[AW69A1] Ji bo kurdan pêvajoyeke dîrokî dest pê kir : 'Kurd li hespê xwe siwar bûn' Encama hilbijartinên gißtî û deverî yên Tirkiyeyê ligel Tirkiyeyê li cîhanê jî, bû sedema gotûbêj û nirxandinên dûvedirêj. Bi taybetî rêjeya reyên MHP'ê bû cihê balkêßiyê. Bi xurtbûna MHP'ê re li Tirkiyeyê pêßî borsa têk çû. Dûre karsaz û derûdorên siyasî ßaß û metel man. Di heman demê de pisporên polîtîkaya derveyî, der heqê têkiliyên Tirkiye û welatên cîhanê de guman û metirsiyên xwe anîn zimên û bi taybetî jî bi riya peyaman dewlet hißyar kir. Li gorî gelek siyasetmedar û nivîskaran xurtbûna DSP'ê û MHP'ê girêdayî girtina Serokê Gißtî yê PKK'ê Abdullah Öcalan e. Bi baweriya raya gißtî ya Ewrûpayê jî, girtina Öcalan bûye sedema guherîna rejîma Tirkiyeyê. Ev yek ji aliyê nivîskarên tirk ve bi awayekî sergirtî be jî tê pejirandin. Wekî mînak nivîskarê rojnameya Cumhuriyetê Hikmet Çetinkaya di nivîsa xwe de sernavekî wiha bi kar anîbû:"Çepgirên neteweperest û rastgirên neteweperest." Çetinkaya di nivîsa xwe de diyar dike ku DSP û MHP bi saya girtina Öcalan bûne partiyên herî mezin. Bi taybetî jî Çetinkaya der barê xurtbûna MHP û DSP'ê de balê dikißîne ser pêvajoya pißtî girtina Öcalan û cenazeyên leßkerên ku di ßer de hatine kußtin. Wekî din, ji niha ve li Tirkiyeyê guherîna MHP'ê tê nîqaßkirin. Hinek nivîskar diyar dikin ku MHP xwe ji nû ve saz dike û ber bi demokratîkbûnê ve diçe. Li aliyê din Serokê ßaxa MHP'ê yê Stenbolê di bernameyeke Kanal 7'de da zanîn ku HADEP wekî ßubeyên leßkerî yên PKK'ê kar dike. Dîsa Serokê Gißtî yê MHP'ê Devlet Bahçeli da xuyakirin ku heya pêßengên PKK'ê û artêßa wê neyên tasfîyekirin, xebatên bo çareseriya Kêßeya Kurd bêkêr in. Li ser heman mijarê nivîskara Sabahê Gülay Göktürk got ku, guherîna MHP'ê "li dijî zagonên xwezayê" ye. Hilbijartineke antî-demokratîk Tê ragihandin ku HADEP'ê jî li gorî hilbijartina sala 1995'an, di hilbijartina 1999'an de serkeftineke baß bi dest xistiye. Her çiqas HADEP'ê di hilbijartina gißtî de encameke baß negirtibe jî, di hilbijartina deverî de li Kurdistanê 7 bajaran belediyeyê bi dest xistin. Tevî vê yekê li dora 35-40 heb belediyeyên navçe û belediyên Kurdistanê bi dest xistin. Roja ku hilbijartin dihatin lidarxistin Serokomar Süleyman Demirel diyar dikir ku, dê Tirkiye bi hilbijartineke demokratîk berê xwe bide sala 2000'an. Li aliyê din hilbijartinên gißtî û deverî ji bo HADEP'ê di rewßeke antî-demokratîk de li dar ketin. Li gelek bajar, navçe û beldeyên Kurdistan û Tirkiyeyê reyên HADEP'ê hatin dizîn, gelek rey hatine betalkirin û gelek rey jî ji aliyê partiyên wekî MHP, DSP, DYP û ANAP'ê ve hatin ßewitandin. Li Kurdistanê jî sandoqên hilbijartinê ji aliyê tîmên taybet, leßker û cerdevanan ve hatin revandin. Li ser hilbijartinên ku antî-demokratîk derbas bûn, rêveberên HADEP'ê didin zanîn ku, kurd di nav hesabê hilbijartina demokratîk a dewletê de nehatine fikirîn. Dema raya gißtî berê xwe dide hilbijartinê rastî vê tespîta rêveberên HADEP'ê tê. Wekî mînak li Mêrdîn, Qers, Îdir, Riha û Mûß'ê di navbera HADEP û partiyên din de pêßbaziyeke mezin rû da, lê ji ber ku ew herêm bi giranî di bin kontrola cerdevan û leßkeran de ye, hêzên dewletê nehißtin ku rey bi awayekî demokratîk bêne jimartin. Her wiha li bajarên wekî Amed, Meletî, Dîlok, Semsûr, Erzerom, Erzîngan, Elezîz, ßirnex, Batman, Bedlîs, Wan, Çewlik, Sêrtê û digel bajarên din, hilbijêrên kurd reya xwe dibin siya çekan de bi kar anî. Ligel hemû astengî, pest û kotekiyên deweleta tirk gelê kurd nûnerên xwe li heft bajarên mezin ên Kurdistanê wekî Amed, Batman, Wan, Çewlik, Sêrt, Agirî û Colemêrgê anîn ser kar. Ji aliyê din ve 29 nûnerên hilbijartî yên HADEP'ê, ji ber bendê ji mafê mebûsiyê bêpar man. 29 mebûsên CHP'ê jî ji ber heman sedemê li derveyî meclîsê man. Di hilbijartinan de li gorî encamên nefermî DSP'ê 22.49, MHP'ê 18.14, FP'ê 15.20, ANAP'ê 13.24, DYP'ê 12.15, CHP'ê 8.75, HADEP'ê 4.8 rey bi dest xist. Di hilbijartinên deverî de HADEP'ê encamake baßtir (%7) girtiye. Di çapemeniya tirk te analîzên balkêß Di hilbijartinan de kurdan li metrepolên Tirkiyeyê jî ligel hemû astengiyan zor dane partiyên din. Li Edene, Mêrsîn û çend navçeyên Stenbol û Îzmîrê di hilbijartinên deverî de HADEP bi partiyên din re kete qayißkêßanê. Bi taybetî jî li Mêrsîn û Edenê HADEP'ê reyeke bilind bi dest xist. Li navçeya Mêrsînê ya bi navê Akdenîz HADEP'ê belediye qezenc kir. Li ser van yekê û demokratîknebûna hilbijaritnan û serkeftina HADEP'ê nivîskarên rojnameyên tirk jî analîz û nirxandinên rasteqînî dikin. Wekî mînak nivîskarê rojnameya Milliyetê ßahin Alpay di nivîsa xwe de da zanîn ku HADEP li gel hemû pest û kotekiyên dijwar di hilbijartinê de bi ser ketiye û dê serketîtir be. Rojnameya Radîkalê jî bi sernavekî nûçeyê diyar dike ku di hilbijartinan de partiya herî qezenckar HADEP bûye. Rojnameya Radikalê got, ligel ku dewletê nehißt berendamê HADEP'ê Zeynel Baðýr bikeve Lîceyê jî, dîsa ew bûye serokê belediyeyê. Li aliyê din nûçegihanên Aktüelê Defne Asal û Nejdet Açan nirxandineke balkêß kirin. Ew bi bîr dixin ku, li Çîna Sor û Vîetnamê dîplomasî û aßtî ji aliyê Serokê DYA'ê yê antî-komûnîst û nîjadperest Nîxson ve, li Fîlistînê îmzeya aßtiyê a yekemîn ji aliyê serokê rastgir ê Îsraîlê Yîtzak Rabîn ve hatiye avêtin. Lewre bi baweriya wan, li Tirkiyeyê jî heman ezmûna dîrokî di çareseriya Kêßeya Kurd de, rêbaz cuda be jî, hatiye ber MHP'ê. Nivîskarê rojnameya Sabahê Cengiz Çandar jî di nivîsa xwe de da xuya kir ku kî çi dibêje bila bêje, di hilbijartinan de 'Baßûrê Rojhilat' a HADEP'ê ye. Dîsa nivîskarê kovara Aktûelê Ahmet Altan jî da zanîn ku bi îhtîmaleke mezin, guherîn dê ji Tirkiyeyê dest pê bike. Bi nêrîna Altan, hikûmetê kî saz bike û nêzîktedayîna partiya sazkar her çi be, di navbera du salan de, ji bo çareseriya Kêßeya Kýbrýs û Kêßeya Kurd dê gavên radîkal bên avêtin. [AW69A2] 'Rejîm bi guherîna partiyan naguhere' Serokê Belediyeya Amedê Feridun Çelik li ser encama hilbijartinan pirsên me bersivandin. Çelik, diyar kir ku her çend ne bi dilê wan be jî, HADEP ligel hemû astengiyên dewletê yên mîna doza girtine, pest û kotekiya midûrên emniyetê û reydayina eßkere, di hilbijartina bi ser ketiye. Çelik, li ser helwesta gel û MHP'jî wiha axivî: "Li gel her tißtî girseya me dengê xwe yê aßtiyê li qadan bilind kir. Bivê nevê ev encam me dixe bin berpirsiyariyekê. Di serî de partiya me alîgirê çareseriya Kêßeya Kurd e. Bi awayekî xwezayî jî wê têkiliyên me bi otorîteya navendî re çêbin. Ev nayê wateya guherîna HADEP'ê. MHP'ê jî encameke wisa qet hêvî nedikir. Endamên wê yên ku di nav partiyên din de cih digirtin, li hêlîna xwe vegeriyan. Heta niha ji bo kurdan ferqa ANAP'ê û MHP'ê nîn e. Çi partiya ku hatibe ser kar, bi hestên nîjadî kar kiriye. Lê Devlet Bahçeli di daxuyaniyeke çapemeniyê de diyar dike ku ew HADEP jî di navde cudatiyê naxin navbera partiyên ku belediye qezenc kirine. Li Tirkiyeyê rejîm divê bi destê desthilatdaran, bê guhartin. Kîjan partî jî were ser kar, ev yek naguhere. Jixwe heta niha dewlet ji aliyê kesên nîjadpereset ve dihate bi rê ve birin û ev kes li hemberî kurdan bi awayekî despotîk tevgeriyane. ANAP hatiye DYP çûye, MHP hatiye Fazîlet çûye. Wê hinek derkevin bi guhê MHP'ê bigirin, ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin û wê bêjinê: 'Tuyê vê meseleyê çareser bikî.' Ew jî mecbûr e çareser bike. Çawa ku gelek tißt bi RP'ê dane kirin." Her wiha Ferîdûn Çelik da zanîn ku gelê kurd berpirsiyareke mezin û dîrokî daye wan, ew dê lê bixebitin ku vî barî hilgirin. [AW69A3] 'Em dê di demeke kurt de li Amedê mamostetiyê bikin!' Kurdan qedexeya li ser kurdî li aliyekî, ji bo ku bi zimanê xwe peyivîn, "pere" dane dewleta tirk. Dema behsa zimanê kurdî dibe, mûyê serê rayedarên dewletê dibin ßûjin. Vê dawiyê berdevkên dewletê, dîsa bi dûvikê propagandaya "bi zimanê kurdî perwerdehî naçe serî" girtiye. Lê ev ji 20 salan zêdetir e, li Swêdê, ku gelek kurdan navê wê nebihistiye, kurd li dibistanan hînî zimanê xwe dibin. Tißtê herî balkêßt û ecêb, dema li dibistanê zarokek bi tenê hebe jî, mamoste wî/wê hînî kurdî dikin...! . Nûnerê me yê Swêdê ßoreß Reßi li ser dîroka perwerdehiya li Swêdê û naveroka wê, girîngiya zimanê zikmakî, helwesta malbatên kurd ligel Amed Tîgrîs hevpeyvînek pêkanî. Wekî em pê dizanin, we heta niha gelek pirtûk nivîsîne an jî wergerandine. Hûn dikarin hinekî behs bikin? Belê. Ez dikarim wan berheman wiha bi nav û rêz bikim. Berhemên ku beßek jê min û çend kesên din bi hev re nivîsandine an jî wergerandine: "Em Bixwînin 1-2, Em Binivîsin, Kurterastî, Dîroka Kurdistanê, Cografya Kurdistanê, ßerê Kendavê û Kurd, Ken û Girîn." Wergerên ku min bi xwe an jî bi kolektîv kirine: Pirtûka Ýsmail Beßikçi Çend Gotin li Ser Ronakbîrên Kurd (min û J. Espar), pirtûka Abdullah Öcalan a Ji Sedsala 19. Heya Îro Rastiya Kurdistan û Tevgera PKK'ê. Wergerên ku min bi xwe kirine: Çelenga Jinan Hevala Zîlan, Pirtûka Abdullah Öcalan a bi navê Perspektîv, ya Leo Tolstoy a bi navê Du Heval in. Yên ku min bi xwe nivîsîne: Nîßan û Dawetên Kurdî, Navên Kurdî, PKK û Baßûrê Biçûk in. Birêz Tîgrîs, her çend kurd li welatê xwe li sê parçeyan, ji mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî bêpar in jî, ev ji 20 sal an zêdetir e ku li Swêde bi zimanê xwe perwerde dibin. Hûn dikarin wekî mamosteyekî zimanê kurdî, dîroka vê perwerdehiyê bidin xuyakirin? Di sala 1984'an de min dest bi mamostetiya kurdî kir. Wekî min di serî de jî got, ez li welêt mamoste bûm, lê ne mamosteyê kurdî, yê tirkî bûm. Ji ber ku karê min mamostetî bû, wê demê bi tenê pirsa zimên dima û min bi kurdî jî dizanibû. Sîstema Swêdê, di sala 1977'an de dest bi perwerdehiya bi zimanê zikmakî kiribû. Ew komên biyaniyên ku li Swêdê dijiyan, bi qanûnî mafê wan çêbû, ku zarokên wan jî di dibistanên swêdî de hînî zimanê xwe jî bibin. Lê, bi ßertekê ku dê û bavên wan bixwazin û di vî warî de serî li birêveberiya dibistanê bidin. Kurdan jî di wan salan de dest bi perwerde û hînbûna zimanê zikmakî kiriye. Lê wê demê li Swêdê kurd gelek kêm bûn. Bi tenê li herêma Stockholmê çend zarokên kurdan diçûn dersên zimanê zikmakî. Pißtî Cûntaya 1980'yî ku kurd hatin Swêdê, mamostetiya kurdî jî dest pê kir. Ji bo ku kesek bikaribe li Swêdê mamostetiya kurdî bike, du ßert diviyan: Yek; divê mirov li welatê xwe mamoste be û bi qasî çend salan mamostetiyê bike û heger karê mamostetiyê hebe, kesên wiha dikarin mamostetiya kurdî bikin. Ya duyem; demekê li Swêdê di dibistana mamostetiya Swêdê de beßa kurdî vebû. Dibistanê du caran mezûn da û pißtre hate girtin. Niha ne bi tenê ji bo mamosteyên kurd, her wiha ji bo hemû komên biyanî dibistanên mamostetiyê tunene. Carina rayedarên Tirkiyeyê dibêjin, Swêd ji bo ku Tirkiyeyê perçe bike, alîkariya kurdên wê derê dike. Di warê perwerde û zimanê zikmakî de dewleta Swêdê ferq dixe navbera zimanê kurdî an mamosteyên kurdî û yên din? Tißtekî wiha tuneye. Li Swêdê mafê zimanê zikmakî qanûnî ye û bi tenê ne ji bo komeke biyanî ye, ji bo hemû grûbên biyanî (tirk, faris, ereb hwd.) derbas dibe. Ji bo kurdan jî wiha ye. Li Swêdê, ev maf ji bo kurd û tirkan eynî ye. Lê, li Swêdê ji derî zimanê zikmakî qanûneke din heye. Dewleta Swêdê mafekî taybet daye zimanê kêmayetiyan (azýnlýk), ku bi latînî jê re dibêjin mînorîtet. Ev jî, bi tenê ji bo samiyên ku li bakurê Swêdê dijîn, fînîyên ku li Swêdê û romenên (çîngene) ku li dinyayê belav bûne û bê dewlet in, derbas dibe. Li Swêdê ev hersê grûb, xwediyê statûyeke taybetî ne û dewlet ji wan re îmkanên berfireh pêßkêß dike. Yanî statûya zimanên zikmakî û ya kêmayetiyan ne yek e. Ji derî van hersê grûbên zimanan, mafên yên din wekhev in. Niha li Swêdê çend mamoste û çend ßagirtên kurd hene? Li seranserê Swêdê bi qasî 100 mamosteyên kurd, di zarokxane (kreß), dibistana seretayî (îlkokul), dibistanên gel (halkokulu) û lîseyan de kar dikin. Her wiha di navbera 3,4 hezarî de jî ßagirtên kurd hene, ku ew diçin dibistanên kurdî. Ewqas jî zarokên kurdan hene ku naçin dibistanên kurdî. Hinek ji wan dê û bavên wan naxwazin û hinek ji wan jî di ßûna kurdî de diçin tirkî, erebî an jî farisî. Çima ew kurdî naxwazin? Çend sedem hene. Yek; li Swêdê zimanê zikmakî ne mecbûrî ye, bi daxwaza dê û bavan ve girêdayî ye. Heger dê û bav bixwazin dibistan mecbûr in, ku ji zarokên wan re mamoste bibînin, ku nexwazin zarok naçin dersên zimanê zikmakî. Dê û bav her sal bi destpêka dibistanê re, divê ji bo zimanê zikmakî serî li birêveberiya dibistanê bidin. Heger vê yekê nekin, zarokên wan nikarin beßdarî perwerdehiya zimanê zikmakî bibin. Ya duyem; gelek kurd hîn jî girîngiya zimanê zikmakî nizanin û ji ber vê yekê zarokên xwe ji bo zimanê zikmakî qeyd nakin. Ya sêyem; hinek kurdên ku têkiliya wan bi Tirkiyê re heye, ji konslosxaneyên tirk ditirsin, ku giliya wan were kirin. Ji bo wê yekê zarokên xwe naßînin dersên zimanê kurdî. Ev malbat, di ßûna kurdî de zarokên xwe dißînin dersên tirkî. Ev 15-16 sal in, ku hûn li Swêdê mamostetiya kurdî dikin, gelek ßagirtên we dibistan qedandin û îro di nav civata kurd de kar dikin. Hûn sûd û encama perwerdehiya bi zimanê zikmakî dibînin. Fêdeya vê yekê çi ye? Ev pirsa we gelekî girîng e û di cih de ye. Em di dersên zimanê zikmakî de, bi tenê behsa ziman, xwendin û nivîsandinê nakin û li ser van mijaran ranawestin. Em li gorî bernameyeke neteweyî û demokratîk perwerdehiya kurdî dimeßînin. Kurdistanê bi ßagirtên xwe didin nasandin û hezkirin. Dîroka kurd û Kurdistanê hînî wan dikin. Li ser edet û nasnameya kurdî radiwestin. Bi kurtahî, em nîßtîmanperwerî û kurdayetiyê bi wan didin nasîn. Ji ber vê yekê, ew ßagirtên ku bi salan diçin perwerdeya kurdî, di pratîka jiyana xwe de, ji yên ku din dîyar in û di navbera wan de ferqeke mezin heye. Gelek ßagirtên min niha di dem û dezgehên kurdan de dixebitin. Wek mînak; niha ji wan çend di televîzyon kurdî de kar dikin. Ez bi wan gelekî serbilind im. Dema ez wan ßagirtên xwe dibînim, bawer bikin ji kêfan lingên min erdê nagirin. Gelo mirov dikare bêje, dema di rojên pêß de, li welêt îmkan çêbin, dê ev ßagirtên îroyîn bikaribin, di warê ziman û wêjeya kurdî de erk û rola xwe hilgirin? Bêguman. Lê ne hemû, beßek jê dê rola xwe pêk bînin. Ji ber ku ji niha ve berhem û encam diyar e. Ev nifßê me yên nû, yên ku li Ewrûpayê mezin bûne û li vir perwerdeyehiyeke baß dîtine. Lewre di her warî de ew dikarin rola xwe pêk bînin. Lê metirsînek jî (tehlîkek) heye. Heger ev nifß, li Ewrûpayê winda nebe, ji welat û nißtîmanperweriyê bi dûr nekeve! Mamoste, tengasî an jî arîßeyên mamosteyên kurdî di çi warî de hene? Wekî di warê zimên, pirtûkên dersê, materyal û hwd? Dema me li Swêdê dest bi perwerdehiya bi zimanê zikmakî kir, tu pirtûk û materyalên perwerdehiyê ji bo kurdî tunebûn. Me gelek zehmetî kißand. Pißtre ez jî di nav de, me bi salan komîte û komîsyonên pirtûk û materyalên kurdî saz kirin. îro li gorî 10-15 sal berê rewß gelekî baß e, lê têr nake. Niha di polên (sinif) me yên kurdî de, gelek pirtûk û materyal hene û piraniya wan ji aliyê mamosteyên li Swêdê ve hatine çêkirin. Çend ji wan jî li Berlînê hatine amadekirin. Lê, ev pirtûk û materyal ne li gorî polên serbixwe ne, li gorî rewßa zimanê zikmakî û rewßa welatên Ewrûpayê ne. Mirov di rojên pêß de dikare ji wan sûd bigire û li gorî rewßa welêt çêbike. Li ber destê me, niha alfabe, pirtûkên xwendinê, dîrok û cografya Kurdistanê û li ser kurd û Kurdistanê çend pirtûk û materyalên kurdî hene. Her ku diçe zêde û baß dibin. Hûn di perwerdehiya kurdî de kîjan alfabe û rêzimana kurdî bi kar tînin? Em alfabe û rêzimana Celadet Bedirxan bi kar tînin û li ser bingeha wê perwerdehiyê dimeßînin. Lê, li gorî prensîbên pedagojîk, ßertên Swêdê û asta(sewiya) zarokan guhartinên biçûk tê de çêdikin. Pirtûkên ku ji bo dersê hatine amadekirin û yên ku bên amadekirin, li ser bingeha alfabe û rêzimana Celadet û birayê wî Kamran Bedirxan in. Hûn mamosteyên kurd, bi çend alfabe û zaravayên kurdî ders didin? Bi du zaravayên kurdî: kurmancî û soranî. Niha bi dimilî (zazakî) mamoste û materyal tunene. Zarok jî kêm in. Hûn di hefteyê de çend saet dersên kurdî didin? Dibistanên ku zarokên kurdî li wir gelek in, li gorî asta polan grûb têne çêkirin û her grûbê saetek mafê wê yê dersê heye. Lê, li dibistaneke ku zarokek bi tenê jî hebe, pêwîst e ku, mamoste saetekê dersa wî/wê bide. Ji derî wê, ew zarokên ku nû hatine Swêdê, baß bi swêdî nizanibin an jî di dersên xwe yên swêdî de ne serketî bin, mafên wan heye, ku di hefteyê de, ji bo her zarokekî/e saet an du saetan mamosteyê/a zimanê zikmakî alîkariya wî/wê bike. Heta du sal berî niha, di destpêka dibistanê de, mamosteyê/a zimanê zikmakî û yên swêdî li hev dikirin, ku di kîjan saetî de zarok dê here dersa zimanê zikmakî. Lê, niha ev qanûn hate guhartin. Ji bo zimanê zikmakî, divê dersên swêdî biqedin û pißtre, zimanê zikmakî dest pê bike. Yanî pißtî nîvro zarok tên perwerdehiya zimanê zikmakî. Ev jî polîtîkaya Swêdê ye, ku zimanê zikmakî kêm bike û pê re pê re ji navê rabike. Ji ber ku pißtî nîvro, zarok bi xwe naxwazin werin perwerdehiya zimanê zikmakî. Hevalên wan ên swêdî diçin malê. Piraniya zarokan pißtî dibistanê diçin sporê dikin. Ji aliyê din ve zarok diwestin, birçî dibin. Lê, ew dersên alîkar ku me got, ji bo ew zarokên ne serketî, wekî berê di nav dersên swêdî de jî têne dayin. Mamoste, ez ji bo van agahdariyên we, li ser navê Azadiya Welat spasiya we dikim. Heger gotinekê we ya dawî hebe, fermo! Bêguman li derveyî welêt sûda perwerdehiya zimanê zikmakî gelek e, lê ya herî girîng perwerdehiya li ser axa welêt e. Ez bawer û hêvîdar im, ku di demeke gelek kurt de, em dê li Amedê dest bi perwerdehiya kurdî bikin. Ez ji vê yekê re amade me. Wekî tê zanîn, ez jî xebatkarekî kevn ê Azadiya Welat im. Kêm be jî, piçek nan û xwêya min jî di xebata wê de heye. Ev demeke dirêj e, ku îmkanên min dest nedan ku ez alîkariya rojnameya xwe bikim. Ez dê hewl bidim, ku ji vir bi ßûn ve alîkariya wê bikim. Jînenîgarî: "Ne dê û bavê min û ne jî tu kesî din dizane, ez kîjan salê çêbûme. Lê li gorî qeyda nifûsê, ez di sala 1946'an de li Licê hatime dinyayê. Ez hîn 78 salî bûm, bavê min mir. Min di neh saliya xwe de, li Licê li Gazi Ýlkokulê dest bi dibistanê kir. Ji derî dusê zevî û rezek, tu mal û mulkê me tune bû. Ez di nav xizanî û bêkesitiyê de mezin bûm. Min hem dixwend û hem jî kar dikir. Hema hema karê ku min nekiriye tuneye. Pißtî xwendina destpêkê, min li Erxeniyê dest bi dibistana mamostetiyê kir. Di sala 1969'an de ez bûm mamoste û min li gundê Licê li Cinezûr û pißtre li ßêxanê mamostetî kir. Di nav komela mamosteyan TÖBDER'ê ßûbeya Licê de wekî serok, sekreter û nûnerê ßûbê çend sal min kar kir. Ji ber sedemên sîyasî gelek caran hatim girtin û pirsiyarkirin. Di sala 1977'an de ji ber sedemên civakî û sîyasî bêgav mam, ku dest ji mamostetiyê berdim. Min di wê demê de bi Partiya Komunîsta Tirkiyê (TKP) re kar dikir. Ez di eynî salê de, bi malbatî derketim derveyî welêt. Me di demeke gelek kurt de, bi polîtîk û îdeolojîk li hev nekir û ez ji TKP'ê qetiyam. Bi qasî salekê, li welatên sosyalîst ji destê birêveberên Partiyê min gelek êß û elem dît. Di dawiya sala 1978'an de vegeriyam Amedê. Bi qasî salekê, di bin merc û ßertên gelek dijwar de li welat û metropolên Tirkiyeyê mam. Vê carê min dest pê kir bi DDKD re xebitîm. Carek din bêgav mam û berî hatina Cûnteya 1980'î ez derketim derveyî welêt. Bi awayekî perîßanî li gelek welatên Ewrûpayê geriyam û heta ku ez gehîßtim Swêdê; êdî cûntaya 1980'î hatibû ser hukim. Ez li Swêdê bûm penaberê sîyasî. Bi hatina Cûntayê re wekî gelek rêxistinên kurd DDKD jî felißî û li ber xwe neda. Çend grûbên biçûk çêbûn. Demekê min jî di nav grûbekê de cih girt û pißtre min bawerî pê anî, ku em xwe dixapînin an jî dil didin ber xwe û min dev ji wan berda. Min dest bi mamostetiya kurdî kir û carina jî bi kurdî hinek tißt nivîsandin. Wekî xebatkarekî, min heta îro di gelek kovar û rojnameyên kurdan de her cure kar kir. Sê sal berî niha, min çend bernameyên zarokan amade kirin û Med TV ew weßandin." [AW69A4] Sed û pêncî hezar dilî bo azadiyê avêt Di van salên dawîn de, ku têkoßîna gelê kurd li bakurê Kurdistanê di bin rêberiya PKK'ê de gihîßtiye asteke bilind û berfireh, gelê kurd êdî serkeftina xwe pir nêzîk dibîne û ji bo wê jî tim di qada xebat û xwenîßandanan de amade ye. Di roja 17'ê avrêla 1999'an de jî, careke din ji cîhan û dagirkerên Kurdistanê re hat îspatkirin ku, kurd ji bo çareserkirina doza bi ßan û ßerefa xwe yê her tim di meydanan de be. Yê li nirxên xwe yên neteweyî xwedî derkeve û li ku dibe bila bibe gelê kurd dê Serokê xwe yê neteweyî ji bîr nake. Riya wî, riya xizmet ji bo mirovahiya hemdem, riya azadiya Kurdistanê bernade û ev bizava dîrokî wê were berdewamkirin. Ji serê sibê ji her aliyên Ewrûpayê jin, mêr, zarok, mezin, pîr û ciwanan berê xwe da paytexta Almanyayê Bonnê. Ji sê milan: Jozefhohe (baska sor), Pûtzchenzmark (baska zer) û Nîederkasseler (baska kesk) ref bi ref xwe gihandin cihê mitîngê ya bi navê Freizeitpark / Rheînaue. Saet li dora 12'ê nîvro li meydana mîtîngê her ku diçû hejmara mirovan zêdetir dibû. Pißtî demeke kurt, zêdetirî 150 hezar kes li qadê civiyabûn. "Azadî ji bo Öcalan, aßtî ji bo Kurdistan!", "Bijî Serok Apo!", "Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok!" çend sloganên ku di vê çalakiyê de hatibûn qêrandin bûn. Hunermend Ciwan Haco, pißtî axaftina vekirinê hat ser sehneyê û bi stranên xwe beßdar coßandin. Pißtî Haco, Serokê PKDW'ê Yaßar Kaya jî derket pêßberî dilxwazên Öcalan û bi awayekî nivîskî mesaja xwe ragihand. Pißtre stranbêja kurd Beser ßahin (Besê) jî bi stranên xwe yên ßoreßgerî bernameya xwe bire serî. Ji wezîrên berê yên Amerîkayê Ramsey Clart bi ßandina mesaja xwe ya nivîskî ji bo Öcalan azadî xwest. Uru Avnery, ku yek ji parlamenterê berê yê Îsraîlê bû, Ulla Lotzer ku nûnera Partiya Sosyal Demokrat a Almanya, yek ji senatorên berê yê Îtalyayê û gelek ßexsiyetên din, her yekî bi rengekî pißtgiriya xwe bo Serokê Neteweyî anî zimên. Stranbêjên kurd Merziye û Nasir Rezazî jî bi hevre çend stranên ßoreßgerî pêßkêß kirin. Ji hêla Konseya Rêveber a PKK'ê ve mesajeke têrnaverok hate xwendin. Di mesajê de, li ser yekitî û pêßeroja rewßa ßoreßa kurd, mizgîniyên mezin hatin dayîn. Her wiha li ser siyaseta çewt a dewleta tirk, agahiyên pêwîst hatin dayîn Saet li dora 16:00'an hunermend ßivan Perwer dest bi bernameya xwe kir. Beriya konsera xwe ßivan Perwer bi zimanên kurdî û almanî li ser fedekariya gelê kurd dîtinê xwe rave kirin. Her wiha hunermendê kurd dîsa bi her du zimanan siyaseta qirêj a dewleta tirk û qomploya li dijî Serokê PKK'ê ßermezar kir. Belê... Di 17'ê avrêla 1999'an de gelê kurd careke din yekbûna hêz û îradeya gel û girêdana gelê Kurdistanê bo serokatiya PKK'ê, ji hemû cîhanê re da îspatkirin. [AW69A5] 'Gurgeboz ji nû ve dizûrin' Dengvedana hilbijartinên Tirkiyeyê Hilbijartinên li Tirkiyeyê di çapemeniya cîhanê de bû sedema nirxandinên cur bi cur. Tißtê ku zêde li ser hatiye rawestandin karkirina DSP û MHP'yê. Nirxandina hevpar xeternakiya gurbûna neteweperestiyê ye. Bo nimûne rojnameya Franfurter Rundschau di hejmara xwe ya roja 21'ê avrêlê de cih da nivîseke bi sernavê "Gurgeboz ji nû ve dizûrin..." Tirkiyeyê hêz da neofaßîstan". Rojnameya Suddeutsche Zeitung cih daye nûçeyeke bi sernavê "Tirkîtiya nû", di vê nûçeyê tê gotin, Tirkiye ji Ewrûpayê dûr dikeve û xewnên împaratoriyeke mezin a bi navê "Turan" dibîne. Ji Ewrûpayê dûrketina Tirkiyeyê, wekî dîtineke hevpar a çapemeniya Ewrûpayê balê dikißîne. Nirxandinên bi heman ßêweyî di gelek weßanên din de jî cih girtiye. Bo nimûne, Rojnameya Liberation gotiye: "Tirkiye ji Ewrûpayê rûyê xwe ba dide." Rojnameya belçîkî Le Soirê dibêje, "Tirkiye neteweperestiya xwe nîßan dide", "Dîsa rojnameya belçîkî Le Matin gotiye "Zêdebûna neteweperestiya xeternak" Di rojnameya Swîsreyê Der Bund de sernavekî balkêßtir hatiye bikaranîn: "Gurgebozên ku postê berxan li xwe pêçan e". Rojnameya yewnanî To Vima jî ev nirxandin kiriye: "Neteweperestî Tirkiyeyê jehrî dike". Rojnameya Swîsreyê Tages Anzeigerê di nûçeyeke xwe de jî da zanîn ku "Demokratîkbûna ku maye bihareke din". Di bin sernav re spotê bi rengê "Li Baßûrê Rojhilat rêveberî kete destê kurdan, ew jî ditirsin ku bi gurgebozan re rû bi rû bimînin. Di nûçeyê de hatiye daxuyandin ku MHP hêza xwe ji ßerê li Kurdistanê digire û hebûna kurdan nas nake. Di dema hilbijartinê de jî ciwanên endamê MHP'ê êrîßê konvoyên HADEP'ê û partiyên çepgir kiriye. Digel serkeftina DSP, MHP û xetereyên ku ev yek bi xwe re tîne, serkeftina HADEP'ê û pest û pêkutiyên li ser vê partiyê jî bûne mijara nûçeyên HADEP'ê. Bo nimûne Rojnameya Liberationê roja 21'ê avrêlê cih daye nûçeyeke bi sernavê "Li Tirkiyeyê serkeftina hilbijartinê ya partiya kurdgir e". Di vê nûçeyê de hatiye daxuyandin ku HADEP'ê li Kurdistanê rêveberiya belediyeya gelek bajaran bi dest xistiye. Di nûçeyê hatiye gotin ku rêveberiya 40 bajarî ketiye destê kurdan. Her wiha nûçe balê dikißîne ser dijwariyên li pêßberî wan rêveberên nû jî. Di gelek nûçe û ßîroveyên din jî li ser HADEP'ê hatiye rawestandin. Bo nimûne sernavê nûçeyeke Reutersê wiha ye: "Besê êdî çewsandin, ez dengê xwe didim HADEP'ê", di nûçeyeke din a Reutersê de tê gotin ku HADEP li herêma kurdan bi ser ketiye. Radyo Free Europe jî di nûçeyeke xwe bal kißandiye ser serkeftina HADEP'ê ya di hilbijartinê. Di nûçeyê de li zilma li ser HADEP'ê jî hatiye rawestandin. [AW69A6] Di çapemeniya cîhanê de kurd Di çapemeniya biyan de Doza Sedsalê Serkeftina DSP û MHP'ê girîngiya parastina ewlehiya canê Serokê Gißtî yê PKK'ê Abdullah Öcalan li ber çavan raxist. Lewre pißtî hilbijartinê bi rojekê dozgerên DGM'ê dan zanîn ku dozname (îdianame) ya Öcalan hatiye amadekirin û tê de cezayê daleqandinê bo Öcalan tê xwestin. Li ser vê yekê hikûmeta Îtalyayê di cih de reaksiyona xwe nîßan da û da zanîn ku bi encama hilbijartinê re ewlehiya jiyan Öcalan nemaye. Wezîrê Karê Derve yê Îtalyayê Lamberto Dînî helwesta Ewrûpayê ya li hemberî Kêßeya Kurd rexne kir û bal kißand ser durûtiya di vî warî de. Di çapemeniya biyan de tê gotin ku partiya faßîst Öcalan bi dar ve bike. Di nûçeyeke Ajansa AP'ê ya roja 21'ê avrêlê de hatiye gotin ku dibetiya darvekirina Öcalan zêde bûye. Di nûçeyê de van gotinên berdevkê MHP'ê Ata Türkoðlu cih girtiye: "Heke dadgeh cezayê mirinê bidê, em dê dengê xwe bidin da ku ew bê darvekirin." Gotinên parêzerê Öcalan A. Zeki Okçuoðlu ên bi rengê "Niha selmandina biryara darvekirinê ji berê hêsantir bûye" jî di nava nûçeyê de cih girtiye. Di nûçeyeke AFP'ê ya roja 21'ê avrêlê de jî li ser heman mijarê hatiye rawestandin. Di nûçeya navborî de hatiye gotin ku dirûßmeya sereke ya MHP' "bimre Öcalan" e û ev yek jî dibetiya selmandina biryara daleqandinê zêde dike. Dîplomatekî ewrûpî jî gotiye, "Zêdebûna hêza neteweperestan rîska daleqandina Öcalan zêde dike." Reuters Li gorî nûçeyeke Reutersê ku roja 19'ê avrêlê hate belavkirin,Rûsyayê bêdengiya Ewrûpayê ya li hemberî êrîßa Artêßa Tirk a li ser baßûrê Kurdistanê ßermezar kir. Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê bi daxuyaniyekê êrîßa Tirkiyeyê ßermezar kir. Di daxuyaniyê de Kêßeya Kurd û ya Kosovayê wekî hev hatiye dîtin û ev tißt hatine gotin: "Ji Rojava nebûna tu reaksiyona li hemberî van kußtinan durûtiya rojavahiyan nîßan dide.Di mînakekê de dijwariyên çareserkirina kêßeyên hundirîn dibin sedema êrîßa NATO'yê, di mînaka din de bêdengmayina rojavahiyan tê dîtin." Li aliyê din Iraqê li ba Yekîtiya Ereban giliyê Tirkiyeyê kir û xwest ku hêzên Artêßa Tirk ji baßûrê Kurdistanê derkevin. AP Ajansa AP'ê roja 20 avrêlê nûçeyeke ßîroveyî belav kiriye. Di nûçeyê de hatiye gotin ku kurd bi alîkariya Neteweyên Yekbûyî "NY" mayinan paqij dikin. Nûçe bi serpêhatiya xortekî 14 salî yê bi navê Îsmaîl Alî dest pê dike. Alî li gundekî çiyayî di 5'ê rezbera 1998'an de ji ber teqîna mayînê lingekî xwe dide der. Di hevdîtina ku li nexweßxaneyê bi wî re hatiye kirin de dibêje ne gengaz e ku mirov bi lingekî bilîze. Di nûçeyê de hatiye gotin ku li baßûrê Kurdistanê ku nifûsa wê 3.3 milyon e, 10 milyon mayin hatine bicihkirin. Li gorî agahiyan li Baßûr ji 1991'ê vir de 2900 kesî ji ber mayinan jiyana xwe ji dest daye û % 20'ê zeviyan ji ber mayinê nayê bikaranîn. Hatiye gotin ku xebatên derxistina mayinan di meha avrêlê de dest pê kiriye û heta niha 600 wekî pisporê vî karî hatine perwerdekirin û 14 kûçik jî ji bo vî karî ji Afrîkaya Baßûr dane anîn. Washington Post Di rojnameya Washington Postê de li ser Kongreya Neteweyî ya Iraqê (INC) nûçeyeke ßîroveyî hatiye amadekirin. Di nûçeyê de li ser kesayetiya Serokê INC'ê yê berê Ahmed Çelebî hatiye rawestandin. Tißtê ku ji nûçeyê derdikeve ev e ku CIA'yê ew wekî serokê hêzên dijber ên Iraqê berpirsiyar kiriye, lê di rastiya xwe de li ser gelê Iraqê tu bandora wî nîn e. Çelebî li Urdinê ji ber diziya ku kiriye, ceza xwariye û niha jî naxwaze hesabê pereyên ku Amerîkayê dayê, bide INC'ê. Ji ber her kes ji wî bi gilî ye, ew di civîna ku 7-8'ê avrêlê li Londonê pêk hatiye de, ji serokatiyê hatiye xistin û rêveberiyeke hevpar hatiye hilbijartin. Ji vê nûçeyê diyar dibe ku DYA nikare li Iraqê xwe bigire. [AW69B1] Hefadê Çiyayê Tûrcelê: Pîro Ecer Pîro Ecer jî wekî gelek kurdan di rojeke tijî kul û keser de, di sala 1965'an de li gundê Mavanê bi ser Derikê Çiyayê Mazî ve ji dayik bûye. Jiyana wî, heta van salên dawîn jî li gund û li navçeya Dêrikê derbas bûye. Wî jî ew agirê ku li welatê wî pêketibû, giß bi çavên serê xwe didît û dijiya. Her ku ßerek an ßahiyek li dor gundê wan û navçeya wan çêdibû, wî jî di bedena xwe de ew hîs dikir. Dorpêçkirina bandora ßer û serhildanên gel, ew jî pir zexm kiribû. Ewqas zexm kiribû ku êdî dikarîbû ji bo welatê xwe, ji bo rêberê xwe her kesî bißewitîne û êgir bi bedena xwe bixe. Û wî jî ew kir. Dîsa hîsên wî ewqas geß bûbûn ku, dikarîbû xwe tevlî zarokên xwe bißewitîne. Beriya ku xwe bißewitîne ji qîza xwe Ronahî re dibêje: "Qîza min ka ez û tu em xwe bißewitînin!" Belê... Wan rojên ku her kesê kurd ê bi xîret di nava xwe de tengijîbû û her kesî dixwest papûçka xwe deyne ser xebat û serhildanê. Her kesî ji her kesî dipirsî: "Em çi bikin?" "Serok hatiye girtin. Ma hê heta kengî?" Pîro jî li dora xwe dinihêrî, wî jî hewl dida ku deng bilind bibin. Li her derê agir, li her derê qêrîn, li her derê bombe, li her derê meß û bazdan... Lê li dora mala wan tißtek tunebû. Jixwe vê yekê ew qehr dikir û ew ber bi teqînê ve dibir. Di dilê xwe de wî digot: "Çawa mirov wiha bêdeng dimîne! Çima ev mirov li malên xwe rûnißtine?" Li mirovên Taxa Çay a Mêrsînê ecêbmayî dima. Taxa ku berê bi nav û deng bû, çi pê hatibû? Di rojên serî de wî hinek xort û zarok dan dora xwe û agir li taxê pêxist. Lê qet ne bi dilê wî jî bû û dilê wî rehat nedikir. Ji kê dipirsî gißan digot: "Em nizanin, em dê çi bikin? Em ßaß bûne!" Lê wî zanîbû dê çi bikin: Serîhildan. Ji ber wê yekê jî cudahiyeke mezin di nava hißê wî û mirovên taxê de çêbûbû. Sebra wî nema ku ewqas serhildan dereng bikeve. Biryara xwe dabû: "Divê ez bibim Mazlûm!" Êdî amadekariya agirê ku di bedena xwe de bike Newroz dikir. Li malê wekî ku temenê xwe qedandibe tevdigeriya. Deynê dikandaran giß dabûn û temî li zarokên xwe, jina xwe û cîranên xwe dikirin. Zarokên xwe: Leyla, Ronahî, Zana û Nalîn li dora xwe kom dikirin, tevlî diya wan. Bi hev re stran digotin, dûrißme hildidan. Malbata wî pê hesiyabûn ku dê Pîro çalakiyeke pêk bîne. Lê nizanîbû ku wê bedena xwe bike agir. Wan jê re digot: "Hinekî bi sebir be! Ka derdora me çi bike. Em jî wiha bikin?" Lê wî digot: "Na. Divê her kes xwe berpirs bibîne û bi xwe tißtekî bike. Kes li benda kesî nemîne. Her kes peywirekê hilde ser milên xwe." Roja 25'ê Reßemiyê bi erebeya xwe berê xwe da sûkê. Cara dawî li mala xwe nihêrîbû, li zarokên xwe nihêrîbû. Zarokên wî jî amadekariya ßahiyeke bûkê dikirin ku herinê. Wî jî amadekariya çûyinekê dikir. Bîdonek benzîn jî peyda kiribû. Êdî veger tunebû. Bi erebeya xwe di ber dikana ku her roj tê re derbas dibû, buhurî. Bi lez dîsa vegeriya. Benzîn derxist û agir gur kir. Dikandar bi pelê silkan hewl da, ku êgir vemirîne lê ew dixeyîdî. Agirê ku l i erdê vêketibû, wî jî xwe li nava agirî diavêt erdê. Agir vemirî bû, ew jî xedar birîn bûbû. Pêßî ew birin nava bexçeyê porteqalan. Derdora wî, malbata wî pê nehesiyabû. Pîro ji derdora xwe re digot: "Min nebin nexweßxaneyê. Tu tißt bi min nehatiye." Biribûn nexweßxanyê. Lê tu sûde jê re çênebû. Her ku diçû birînên wî xedar dibûn. Ji ber wê yekê jî rakirin Enqereyê. Lê ew jî bi kêr nehat û roja 12 adarê jiyana xwe ji dest da. Wê rojê çiyayê ku wî hefadî (parêzkarî) jê re dikir, Çiyayê Tûrcelê û Çiyayê Mazî gißan bejna xwe tewandibû. Pîro jî wekî ßehîdên din bi termê xwe jî, tirsek pir mezin xiste dilê neyaran. Wê rojê kolanê Dêrikê mißt tijî leßker bûbûn. Ew jî êdî bûye çirûskeke ji çirûskên tavê û welatê xwe ronî dike, li nêzî Kaniya Xabê. [AW69B2] Bavê "Faîlî Meçhûl'ekî": Di nava nivînên xwe de hate kußtin Murat Akman, roja 21 rêbendanê sala 1997'an de li Stewrê, li mala xwe, di nava nivînên xwe de hate kußtin. Lê mêrkujên wî, li kolan û kuçeyan xwe li ba dikin. Malbata Akman berî niha bi 8 salan, ji ber ku ji bo cerdevantiyê zor lê hate kirin, ji gundê Dengizê koçî navenda Stewrê (Savur) kir. Roja 21 rêbendanê sala 1997'an de li Stewrê, 10 ßevê di nava gerîla û leßkerên tirk de ßerekî rû da. Vî ßerî heta 6 sibehê berdewam kir. Di encama vî ßerî de polîs û leßkerek hate kußtin. Pißtî vî ßerî leßkerên tirk berê xwe da malan. Yek ji van malan, mala bavê Murat Akman Faysal Akman bû. Di vê navê de leßkeran li ber çavê Faysal Akman lawê wî Murat Akman, di nava nivîna wî de gulebaran kir. Akman bavê du zarokan bû. Pißtî vê bûyerê, bavê Murat Akman serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê da. Doza Akman hîna jî didome. Me li ser jiyan û kesayetiya Murat Akman û bûyerê ligel bavê wî Faysal Akman kurtehevpeyvînek pêk anî. Hûn dikarin hinekî behsa Murat Akman bikin? Têkiliya wî û têkoßînê çawa bû? Murat li derdorê bi duristî û welatparêziya xwe dihate nasîn. Wî, hez ji gelê xwe dikir. Ew, li dijî ßerê qirêj, ku KT'ê dida meßandin, bû. Murat, tu caran nedixwest dayik bigirîn. Baß e. Murat Akman çima bû hedefê dewletê? Ji ber ku hez ji gelê xwe dikir. Hûn dikarin hinekî din li ser kußtina wî me agahdar bikin? Berî bûyerê bi 3 mehan, ji ßubeya leßkeriyê bo wî teblîgat hate ßandin û ji wî daxwaza çûyina leßkeriyê hate kirin. Lê lawê min leßkeriya xwe kiribû. Di vê teblîgatê dihate gotin ku, ji bo kutabûna leßkeriya wî 13 roj mane. Berî vê bûyerê tißtekî bi vî rengî hatibû serê wî? Na. Lê bûyerên bi rengî gelekî qewimîn û diqewimin. Lê tu bûyer, wekî kußtina Murat li ber çavan û eßkere nehatibû kirin. Ev jî qirêjiya ßerê li Kurdistanê dide xuyakirin. [AW69B3] Berhemek Ji Ronesansa Kurd: Orkestraya Neteweyî ya Kurd Duristkirina orkestrayeke senfonî, her dem ji bo hunermendên akademîsyen ên kurd, li her çar parçeyên Kurdistanê daxwazeke dêrîn bûye. Yek ji hewlên baß di vê rêbazê de, ji destpêka salên 90'î ji aliyê Ebdu Cemal û çend hunermendên din yên ciwan, li baßûrê Kurdistanê dest pê kir û wan karî yek-du konsertan pêßkêß bikin. Lê mixabin ji ber pißtgirînekirina saziyên hunerî û aborî nekarîn xebata xwe bidomînin û karê orkestreyê bi pêß bixin. Di heman çaxê de em dikarin bibêjin, ev têkçûna nebû sebeba dilsariya hunermendên akademîsyen ên kurd, ji bo sazkirina orkestrayeke kurdî. Ji bona wê jî ev car li derveyî welêt û ji bo heman armancan, bi hevkarî û pißtgiriya Akademiya Çand û Hunera Kurdî ya li Almanyayê pêngavek pêßketîtir ji bona damezrandina wê hate avêtin. Di destpêkê de bi destpêßiya hunermendê nemir Qadir Dîlan û Akademiya Çand û Hunera Kurdî gelek hunermendên kurd li hev civiyan û pißtî çendîn rûnißtin û gotûbêjên dûvedirêj, ketin nava pêkanîna hewl û xebatên xwe. Di yekem pêngavê de bi bangkirina amûrjen û kompozîtorên akademîsyen ên kurd li derveyî welêt karîn programeke gelek kurt, mîna ezmûnekê ji bo orkestraya kurdî pêk bînin. Ev pêngav bû sedema jiyandin û mezinbûna mebesta pêkanîn û damezrandina orkestraya kurdî. Pißtî wê hindê hate zanîn ku hunermendên kurd dikarin bibin xwedî orkestrayekê. Di wextê amadekirina duyemîn konsertê de, navê wê Orkestreya Neteweyî ya Kurd hate danîn. Her çend rewßa siyasî ya Kurdistanê di roja îro de pir dijwar û giran e jî, Orkestraya Neteweyî ya Kurd li derveyî welêt her tim di halê pêßketinê de ye. Heya niha Orkestreya Neteweyî ya Kurd zêdetir ji 15 karên kompozîtorî yên kurdî û biyanî, ji muzîka Barok hetaya nûjen, pêßkeßî gel kirine. Armanca Orkestreya Neteweyî ya Kurdî, beriya her tißtî dewlemendkirin û nasandina muzîka zanistî ya kurd bi gelên Ewrûpa û her wiha berevajî vê jî nasandina muzîka ewrûpî bi gelê kurd. Her wiha xebitandina hunermendên Akademiya Kurd û girîngî pêdana hunera li ser wan e. Mirov dikare çend damezrîner, xebatkarên orkestrayê wiha bide nasîn. Qadir Dîlan Bo yekem car Qadir Dîlan harmoniya Tonalê ji muzîka klasîk ya Ewrûpayê veguhastiye nava muzîka kurdî û bi heman ßêweyê muzîka kurdî jî aniye nava muzîka ewrûpî. Qadir Dîlan, di sala 1966'an de bo xwendina muzîkê gihîßt Pragê. Pißtî çend salan, çendîn marßên kurdî û awazên folklorî di muzîka kurdî û di muzîka Ewrûpayê de bikaranîn. Qadir Dîlan, di sala 1929'an de li Silêmaniyê ji dayik bûye û di temenê ciwaniyê de dest bi xwendina muzîkê kiriye. Em dikarin wî wekî hunermendê kurd ê yekem bihesibînin, ku gelek amurên (enstûrmental) muzîka Ewrûpayê yên mîna klarnet, trampet û hwd anîne nava muzîka kurdî. Dîlan yek ji damezrînerê Orkestraya Neteweyî ya Kurd tê jimartin. Hinek xebatên wî mîna Demî Raperîn, Fentazî, Bîrewerî (bîranîn). hwd bo orkestrayê hatine nivîsîn. Ev xebatên wî, çend caran ji aliyê Radyoya Pragê û Orkestraya Pragê, her wiha çend cara jî ji aliyê Orkestraya Neteweyîya Kurd ve hatin pêßkêßkirin. Qadir Dîlan di 18'ê adara 1999'an de li Pragê çû ser dilovaniya Xwedê û li vir hate veßartin. Abdullah Cemal Abdullah Cemal, di sala 1965'an de li Silêmaniyê hatiye dinyayê. Yek ji ciwanên bi bizav û pirxebat bûye, ku li Bexdayê xwendina akademiya hunerî biriye serî. Niha jî li wir mamoste û serperißtê Senfoniya Orkestraya Bexdayê ye. Abdullah Cemal heya niha çend xebatên xwe bo orkestrayê amade kirine. Ji kompozîsyonên wî yên hilbijartî, mîna konsert bo sentor û orkestra hene. Senfoniyeke wî ji aliyê Orkestreya Neteweyî ya Kurd ve dê bê pêßkêßkirin. Kompozîtor û Dîrîgênt Nejat Emîn Nejat Emîn di sala 1966'an de li Kerkukê hatiye dinyayê û ji 12 saliya xwe dest bi xebata muzîkê kiriye. Di bin çavdêriya mamosteyên mîna Enwer Qerecdaxî, Ferîdon Dartaß û Xalid Serkar de fêrî muzîkê bûye. Cara yekem di Koma Muzîkê ya Zarokan ya Pîremêrd de xebitiye (1980-82). Di sala 1982'yan de çûye Ewrûpayê û ji 84'an vir de xebatên xwe yê muzîkê li Danîmarkayê didomîne. Di navbera 1986-1988'an de xwendina peymangehê li Kopenhagê bi dawî aniye, ku piyano, keman, harmonî û hînkirina guh ji wan in. Di sala 1991'ê de li Polonyayê xwendina kompozîsyonê ku pênc sal in, di bin çavdêriya Prof. Françißek Wozniak de, di çar salan de bi pîleyek bilind qedandiye. Hem di dema xwendinê de hem jî pißtî ku qedandiye li Polonya, Kanada û Danîmarkayê beßdarî gelek pêßbirkîyên kompozîsyonê bûye û du caran xelata yekem wergirtiye. (Li Polonyayê Xelata Fogey û li Danimarkayê Xelata Bernard Rosen Feldî wergirtiye) Ýsmail Bulut Ýsmail Bulut, di 1'ê reßemiya 1967'an de li Erzeromê ji dayik bûye, di sala 1977'an de çûye Almanyayê û di heft saliya de bi xebata koroyê dest karûbarê muzîkê kiriye. Neh salan ji Prof. Dr. Sigfried Ulbricht dersa kompozîsyonê ya taybet girtiye. Ji 70'î pê de li Kurdistanê carina kompozînîstên kurd serî hildane, ku ji wan kesan li rojhilatê Kurdistanê di dawiya salê 1980'yî de mirov dikare navê Hoßeng Kamkar bide. Her wiha yekemîn car li bakurê Kurdistanê jî kompozînîstekî kurd bi navê Ýsmail Bulut gihißtiye ku heya niha sê senfonî û çend muzîkên kameralî nivîsandine. Senfoniya Ýsmail Bulut ya duyem ku zêdetir ßêweyê Richard Straus girtiye nava xwe, ji bo yekemîn car ji aliyê Orkestraya Neteweyî ya Kurd ve hate pêßkêßkirin. Ako Azîz Wekî hate gotin ku dawiya 1980'yî û destpêka 1990'î bû salên dewlemendbûn bo pêgihîßtina çendîn muzîsyenên kurd e. Piraniya wan bêyî xwendina taybet a li ser kompozîsyonê û tenê bi xebata li ser amûrekî ku piranî keman bû an jî xwendina taybet a li ser harmonîyê bû, bi rengekî zanistî muzîk bi dawî aniye, dest avêtiye kompozîsyonê. Ji nava van hunermendan kompozîtorên ßareza yên wekî Ako Azîz, Berzan Yasîn, ßêrwan, Karîn, Abdullah Cemal derketine. Hinek ji wan mîna Abdullah Cemal karê wan ê sereke bûye kompozîsyon. Ako Azîz di 1967'an de li Silêmaniyê ji dayik bûye. Azîz ji 9 saliyê xwe ve mijûlî xwe perwerdekirinê li ser kemanê ye. Niha konsert masterê Orkestraya Neteweyî ya Kurd e. Xanbacî ji bo keman û piyanoyê nivîsandiye, Necat Emîn bo orkestrayê dabeß kiriye û ev yek wê di programeke orkestrayê de bê pêßkêßkirin. Aro Stephanian Aro Stephanian yek ji kesên ku rêbaza kompozîtorê navdar Komêtas bi baßtirîn ßêweyî dißopîne ye. Komêtas ji ber ku li ser muzîka kurdî jî di heman demê de wekî yekmîn kompozîtorê kurd tê hesibandin. Aragaz yek ji staranên kurdî ku Stephanian ji bo sofran digel piyanoyê çêkiriye ku ji aliyê kompozîtorê kurd Necat Emin ve hatiye wergerandin bo ser mûrê trampêt û ji bo orkestreya hatiye dabeß kirin û wê konsertekê bê pêßkêßkirin. [AW69B4] Evîna Fatima Salih Axa û Mihemedê Mîrê Hoska (I) Bayê evîna Bêrîvanekê û çelengsiwarekî Salih Axa li Deßta Rewandûzê xwedî êl, eßîr û pezê giran e. Keçeke wî heye navê wê Fatimê ye. Heçî Fatimê, li dinê xweßikbûn ji kesî re nehißtiye. Nav û dengê xweßikbûn û rindbûna Fatima Salih Axa li her derê belav bûye... Li Hoskan ciwanên gund derketibûn rasta bêndera û ji xwe re bi gogê dilîstin. Li nav xortan Mihemedê kurê Mîrê Hoska jî hebû. Mihemed, tam hatiye kemala xortaniyê û mêr li ber çavên xwe li dinê nabîne. Li nav Êla Hoska pîrek jî heye, ji xwe emrê xwe biriye serî û hew kurekî wê yê bi tenê heye. Pîrê, ne bi dilekî lê, li bihezar dilî bi ser kurê xwe de dilerize. Dinya tevde li alîkiyekî, kurê wê jê re li aliyekî. Kurê pîrê jî, li rasta bênderan li nav xortan bi gogê dilîze. Vê carê dema xort bi gogê dilîzin û Mihemedê kurê Mîrê Hoska jî jixwe weke hêç be û çima sînga wî li sînga kurê pîrê dikeve û belengazo lawê pîrê tep û li erdê dikeve. Ji xwe ve dihere û dixeriqe. Rebeno wekî deh roj berê miribe. Pîrê pê dihese, tê ser kurê xwe. Pepûkê li xwe dixe, digirî. Dijûn û nifiran dike, dibêje: "Kê lê xiste, kê lê xiste?" Dibêjin, Mihemed lê qelibî. Pîrê berê xwe dide Mihemed û dibêje: "Ma te xêr e lawo. Te pozê xwe bilind kiriye û tu xwe di xortan de didî. Tew, tu dibêjî qey çûye Fatima Salih Axa ji xwe re xwestiye." Gava pîrê van gotinan dibêje, Mihemed sar dibe, wekî ku tu satilek ava sar bi ser da kî, wa dicemide. Welhasil, qasekê paßê, kurê pîrê hat ser xwe û pîrê kurê xwe rakir bire malê. ßev bû nîvê ßevê lê, xew nekete çavên Mihemed. Nîvê ßevê rabû xençera xwe girte û berê xwe da aliyê konê pîrê. Xençera xwe kuta ser dilê pîrê û got: "Ez qesem bi navê Xwedê dikim, tu cih û meskenê Fatima Salih Axa ji min re dibêjî, bibêje, ger tu nebêjî ezê te bidim ber vê xençera han û hebek ji hestiyê te sax nehêlim." Pîrê xwe vir de wê de da û got: "Wey li min, ma ev çi bû? Çi qewimî, mi çi bi xwe kir?" Mihemed got: "Çareya te tune, gere tu bêjî." Pîrê got: "Êla salih Axa li Deßta Rewandûzê li alî pera avê kon vedane. Aliyek konên wî deßt e, yek çiya ye. Çiqas feqîr û fuqare hene, tim xwe li wî digirin. Tu here, ger Xwedê bike, tuyê bibînî." Mihemed ji nav konan derket, qasekî meßiya. Paßê di xwe de fikirî ku ger bi van cil û bergên axatiyê here, wê tu car negihê miraz û meqsedan. Vegeriya, bedlek cilên ßivanan û feqîran li xwe kir, berê xwe da oxirê û pißta xwe da felekê, rê girt û meßiya. Mihemed sê roj û sê ßevan, li ser rê dirban, banî û newalan meßiya. Parçeyên cilên wî bi guliyên dar û deviyan ve man. Bi zeraqa derketina tava rojê re li zozanê Rewandûzê ji wan pirsî got: "Lawo hûn ßivanên kê ne? "Gotin, 'em ßivanên Salix Axa ne.' Nebêjin?" Gotin 'Belê wele.' Mihemed ji wan pirsî, 'Hûn ßivanan nagirin?' Gotin: "Na wele, em ßivanên xerîb nagirin." Çima? "Gotin 'Pezên me winda dikin, tifingên me didizin, keçên me direvînin. Ji bo vê yekê em jî ßivanê xerîb nagirin.' Mihemed pirsa konên Salix Axa kir û berê xwe da aliyê êlê ve û pêncsed heb kon li dora konên mezin hatine danîn, dê ewledê xwe diavêje. ßingîn û gimgima misînên çay û qehwê ne. Mij û morana çay û qehwê di ser konan re weke ewr wergirtiye. Berê xwe da konê mezin ku bimeße, lê, di xwe de fikirî ku "bi van cilên feqîran ez herim vî konê mezin bi Xwedê ne kes silava min digire û ne jî kes merhebayiyê dide min." Berê xwe wergerand ba konekî ji rêzê, li qeraxê. Konê ku Mihemed berê xwe dayê ew jî bûk û zavakî ku li gorî adetan hîn nû ji xwe re zewicîne û konê xwe nû vekirine ku ji xwe re malekê ava bikin. Mihemed silav li wan da û êvara wan bi xêr kir. Ewan jî gotin 'bi xêr ser çavan re.' Mihemed got 'Hûnê mêvanan bihewînin?' Gotin 'Ser seran, ser çavan. Tu mêvanê ezîz, mêvan mêvanê Xwedê ye.' Mihemed derbas bû aliyê hundur, ßîva wî çêkirin danê. Pißtî xwarina ßîvê, mazûban ji Mihemed re got: "Em herin oda axa, adeta me ev e." Rabûn, tev de çûn konê Salih Axa. Bi fermana Xwedê, çawa ku hîn baß rûnenißtibin, ßivanekî Salih Axa ji ßivan pirsî, got: 'Lawo te xêr e?' ßivan got: 'Begê min. Va ye, ßeß mehên min in ku ez ji te re ßivantiyê dikim. Min gelekî bêriya malî û zarokên xwe kiriye. Jixwe qewlê min jî teman bûye.' Salih Axa got: "Ê berxêm, qe neba te sê roj berê xeber bida min, minê ji xwe re ßivanek din bidîta." Wê demê mazûbanê Mihemed rabû piyan û got: 'Begê min, tu li ßivan digerî aha va ye ji te re ßivanekî din.' Mihemed rabû piyan, ger bejnek li sere weke ßitlek rihanê. Kurmanciyek di dev de ye ku mirov xwezî lê guhdar bike. Salih Axa, çiqas li ber digerîne lê, lawik jî pê re dibeze. Salih Axa got: "Lawê min, tu dikarî herî ber pez?" Mihemed got: "Belê ezê çima nikaribim? Ez ne ker im, ne kor im, ne seqet im û ne ez tawî me, ne ez bawî me. Di cih de bedlek cilên ßivantiyê danê. Mihemed, kulavê xwe avêt ser milê xwe, gore û çarox xistin lingên xwe û berê xwe da nav keriyên pez. Fatima keça Salih Axa jî, her roj serê sibehê zû radibe, cariyan û bêrîvanan weke çawîßan li ser wan disekine û wan dixebitîne. Bi wan mast dide keyînê, nan û xwarina ßivanan dide çêkirin. Xwarina ßivanan û elbên ßîr dide destên wan û wan dißîne bêriya sibehê. Bêrîvan hatin cihê bêriya sibehê ku xwedêyo çi bibînin; ger xortek ji bo ßivantiyê hatiye ber pez ku bejneke li ser e weke ßûrê di kalan de. Tu dibêjî qey hema teyrekî baz û ji xwe re li vê çola han hatiye, li erdê daniye. Bêrîvanan wexta çav berdanê, hiß û aqil di serê wan de nema, av ji devê wan herikî. Vî alî û wî alî avêtin henek û qerfikan, bi hev re lîstin. Dema doßîna pez, lehiya ßîr ajote ser kiras û xeftanê bêrîvanan. Hema bêjin ku heram be dilopa çira ßîr nekete nava elban. Bêrîvanan, ji ber çûyîna aqil a ji sewdayê, doßîna keriyên dinê ji bîra kirin. Sê rojan ewa derbas bûn. ßivanên keriyên dinê nihêrîn ku ne kes tê ji bo bêriyê û ne jî kes ji wan rewarinê dißîne. Roja sisiyan rabûn. Pez ajotin alî konan ve. Fatim hate pêßiya ßivanan, got: "Lawo we xêr e?" ßivanan got: "Xatûnê, ev sê rojên me ne em li çolê birçî ne. Ne kes ji me rewarinê tîne û ne jî kes tê bêriyê. Gelo, ev çi hewal e?" Fatim rabû xwarin da ßivanan û got: "Hela hûn herin ber pez, ezê li çareya wê binihêrim." Fatim, bêrîvanan digire bin pirsê. Lê, bêrîvan xwe vir de û wê de didin û rastiya meselê jê re nabêjin. Tirsa wan ew e ku ger Fatim pê bihese ku wa lawikekî delal hatiye ber pez, belkî ew jî bê bêriyê û jixwe, Fatim jî qîz e, ger çav berde, wê dilê wê jî têkeve û wê Mihemed ji destên wan here. Jixwe, bi zor Xwedan li wan hatiye rehmê û wer xortekî delal ji wan re ßandiye vê çola hanê. Lê belê, bêrîvan bêçare li xwe tên mikurê û dibêjin: "Xatûnê, êde ßivanekî nû hatiye ber pezê mala bavê te. De bê bavo tu dibêjî hema teyrekî baz û ji xwe re daniye li ser erdê. Bejnek li ser e weke ßiva zîvê. Kesê tu car xortek ewa nedîtiye." Fatim pißtî ku li wan guhdarî dike, dibêje: "Qehbikno! Pûßtino, weleh min zanîbû hûn li çolê tolaziyan dikin. Va ye emrê min bîst û yek e hîn çavên min bi çolê neketine. Ezê li ser van gotinên we sibê herim bêriyê. Ger gotina we rast be êdî bêrî li min jî qebûl e. Na, ger ne wer be ezê poz û guhên we jêkim û ji bo îbret we berdim nav êlê." Fatim pißtî ku vê ßertê hanê diavêje navê, êdî ßev lê dirêj dibe. Êdî Fatim jî hîn çelengsiwarê xwe nedîtiye û dilê wê wekî çûçika ber biharê lê dikeve. Fatim ji vê ßevê pê de radibe serê xwe dißo, porê xwe ßeh dike, gulîkên reßqeytanan di hev de dihûne. Xemleke bûkanî li ser bejn û bala xwe dadike. Jixwe, bêhna misk û anberê weke bêhna ßitlên rihana teze li der û dor belav dibin. Û xißîn û mißîn jî dikeve ser xeml û xêzan. Bi ßeveqa sibehê re qanzekê sor dike, dide ser birinca medrebên Çiyayê Qerecdaxê û tevlî qeymax, mast û nivîßka sibehê. Dest diavêje elban û dide pêßiya bêrîvanan, hêdî hêdî berê xwe didin cihê bêriya sibehê. Fatimê hat cihê bêriya sibehê. ßimik û gore avêtin dera hanê. Zend û bendên xwe berjor hildan. Derpiyên ßamgêlanî kißandin heta kap û nîrê, rûnißte li ber elbê. Lingên xwe li dora elbê pêçan û bang li ßivan kir ku jê re pez vegerîne ji bo doßînê. Mihemed, dest avête mîhekê, vegerande anî ber bêriyê. Ê de Xwedêyo... Dema Mihemed çav berda bêrivanê... ßewq û ßemala eniya gewer sorbûyî, lêvên gilyazî, diranên hûr ê mircanî, ma wan herdu çavên reßbelek û mijag û ebrû ji xwe weke tîr û kevanên di destê nêçîrvanên xezal û pezkoviyan, mêr ew e ku awir bide. Aqil di serê Mihemed de nema li wê çolê. Êdî ji ber bayê evîn û sewdayê, beran û nêrî vedigerandin ji bo bêrîvanê. (Dê bidome.) [AW69B5] Li Stenbolê Mîhrîcana fîlman a Navneteweyî 18'mîn Mîhrîcana (Festîval) Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê di 16'ê avrêlê de li Sînemaya Emekê bi axaftina Serokê ÝKSV'ê (Ýstanbul Kültür ve Sanat Vakfý) dest pê kir. Festîval bi organîzekirina Weqfa Huner û Çandê ya Stenbolê (ÝSKV) tê birêvebirin û wê di navbera 17'yê avrêlê û 2'yê gulanê de bidome. Îsal ji 35 welatan dora sed û pêncî heb fîlm tevlî festîvalê dibin. Ev festîval her sal di destpêkê de xelatan dide kesên ku ji bo pêßketin, girseyîbûn û rêxistinbûna sînemaya tirkan dixebitin. Îsal ji ber ku keda wan di sînemaya tirkan de çêbûye, lîstikvan Neriman Köksal, derhêner Ertem Güneß, nivîskar Vedat Türkali û fîlmsaz (Yapýmcý) Türker Ýnanoðlu hêjayî xelata "Rûmeta Sînemayê" hatin dîtin û wan di roja vebûna festîvalê de xelata xwe girt. Li dû xelatdayînê festîvalê bi fîlma "Tango" yê perdeyê xwe ji temaßevanan re vekir. Her wiha festîval ji bo hinek fîlman du beßên taybet vediqetîne. Yek: Ji bo bîranîna "Hostayên ku jiyana xwe ji dest daye." Di vê beßê de fîlmên wan têne pêßkêßkirin û beßa din jî ji bo "Ji Hosteyan re Hurmet"ê tê veqetandin. Di festîvala îsal, beßa "Bîranînê" de Alfred Hitchcock bi 16 fîlmên wî tê bibîranîn. Ji bilî Hitchcok derhênerên navdar ên wekî: Akîra Kurosawa bi fîlmê wî yê "Raßomon", ji bo bîranîna Alan J. Pakula jî filmê wî yê bi navê "Hemû zilamên Serok" tên nîßandayîn. Dîsa di beßa "Ji Hostayan re Hurmet" de fîlmên Yýlmaz Güney jî cih digirin. Fîlmên Güney ku dê bêne nîßandayîn ev in: Seyîtxan, Gurên Birçî û Hêvî. Wekî tê zanîn Yýlmaz Güney bi fîlmê xwe yê "Seyîdxan" di sala 1969'an de xelata "Lîstikvanê Herî Baß yê Mêr" stendibû. Dîsa di sala 1970'yî de jî bi fîlmê xwe yê "Hêvî" xelata "Jûriya Festîvala Edene"yê girtibû. Ji bilî Yýlmaz Güney fîlmên Abbas Kiarostamî, Mario Monicelli û hwd. tên nîßandayîn. Her wiha digel van herdu beßan gelek beßên din jî di festîvalê de cih digirin. Çend heb ji wan ev in: "Ciwanên Binavûdeng ên Sînemaya Cîhanê", "Ji Festîvalên Dinê Çend Fîlm" û hwd. Di beßa "Welatek û Sînemayek" de ku ev beß kirine kevneßopî îsal cih dane fîlmên Spanyayê. Bi taybetî fîlmên Spanyayê yên ku di sala 1997-98'an de hatine çêkirin, cihê xwe di festîvalê de girtine. Di beßa sînemaya tirkan de fîlmên ku bal a mirov dikißînin jî hene. Di vê beßê de çend heb ji van fîlman ev in: "Gemide", "Yara" "Kaçýklýk Diplomasisi", "Hoßçakal Yarýn", "Propaganda"‚ "Leoparýn Kuyruðu", "Laleli de Bir Azize", "Kayýkçý", "Karanlýkta Uyuyanlar", "Her ßey Çok Güzel Olacak" û "Günaße Yolculuk" in. "Güneße Yolculuk" di nav van de ya herî balkêß e û "Xelata Aßtiyê", "Xelata Hêßîn a Firîßte"yê stendiye. Ev fîlm ji aliyê Yeßim Ustaoðlu ve hatiye çêkirin û lîstikvanên wê jî Newroz ßahin, Nazmi Kýrýk û Mizgîn Kapazan in. Ev lîstikvan xebatkarên Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) yê, beßa sînemayê ne. Fîlm, li ser têkiliya du xortên ku ji Anatolî û Kurdistanê hatine Stenbolê, hatiye honandin. Bi kinahî jiyana wan a li Stenbolê radixe ber çavan. Di festîvalê de 12 fîlm ji bo xelata "Laleya Zer" bi hev re ketine pêßbaziyê. [AW69B6] Ji bo welatparêzên bawermend, berhemeke nû: Tîrêjên Bawerî Geßedana tevgera azadîxwaz a gelê kurd di hemû qad û tebeqeyên civakê de guherîneke berbiçav pêk anî. Civak bi gißtî rêkxistî bû û vê yekê bandoreke erênî li pir-rengî û pirdengiya civakê jî kir. Kesên ji bîr û rayên cur bi cur, bi ßêweyekî nû rêxistinên xwe yên xweser pêk anîn û di nava rêxistinên welatparêz de wan jî cihê xwe girt. Bi taybetî pirdengiya di warê bîr û baweriya olî de ßayanî nirxandinê ye. Ji Yekîtiya Alewiyan bigire heta, Yekîtiya Êzidiyan û ji wê jî heta Hereketa Îslamî ya Kurdistanê gelek tevger û komele hatin avakirin. Digel vê yekê gelek weßanên kurdên welatparêz jî derketin holê. Di meha reßemiyê de weßaneke nû li yên heyî zêde bû. Ew weßan, kovara "Tîrêjên Bawerî" yê ye. Her wekî ji navê wê jî diyar e, ev kovar ji hêla kurdên welatparêz ên bawermend ve tê derxistin. Nivîsên kovarê hem bi kurdî hem jî bi tirkî ne. Rûpelên kovarê bi navên wekî gotar, lêkolîn-lêgerîn, ciwan û pêkenok hatine beßkirin. Di pêßgotina kovarê de tê diyarkirin ku ewê bi pênûsa xwe li hemberî bazirganên dînê îslamê û zaliman rawestin. Di kovarê de bi taybetî nivîsa Hasan (R) balê dikßîne ser xwe. Hasan(R) di nivîsa xwe ya bi sernavê "(Qedexe û înkara Ziman û Çanda Gelê Kurd)" de balê dikßîne ser polîtîkayên dewleta tirk ên pißaftinê. Hasan(R) diyar dike ku bi van êrîßên li ser çand û zimanê kurdan tenê psîkolojiya gelan tê xerakirin. Nivîsên din ên di kovarê de cih digirin ev in: Siyasal Süreç (Rojeva siyasî), Ýslamda Cihad (Di îslamê de cîhad), Gençlik (Ciwan), ßîmal Yýldýzlarý (stêrkên bakur), Qedexe û înkara ziman û çanda gelê kurd, Din ve toplumsal tekamül (Ol û tekamûla civakî), Peygamberimizin Hayatý-1- (Jiyana pêxemberê me), Zelalkirina armanc û mebestên îslamê, Qurana pîroz, Tefsîr, Dersên ßerîetê, Çend ßîretên Seîdê Kurdî, Mücahidelerin Kaleminden (Ji pênûsa Mûcahîdeyan), Ýslamî Öncüde Ahlak (Di rêberatiya islamî de Ehlaq), Tarîh-araßtýrma (Dîrok- lêkolîn), Tufan ve Yafes (Tûfan û Yafes) Kovara Tîrêjên Bawerî ku li Stenbolê çap dibe, bi gißtî ji pêncî rûpelî pêk tê. [AW69B7] Nûbihar bi hejmara xwe ya nû derket Kovara mehane ya çandî, hunerî û edebî Nûbihar, bi hejmara xwe ya nû derket. Di vê hejmarê de kesên ku bi nivîsên xwe cih girtine ev in: Sabah Kara (Ji Berpirsiyarê Gißtî Nameyeke Vekirî), Osman Tunç (Hec, Qurban û dengvedana li ser Çiyayê Erefatê), Selman Dilovan (Tehfîl), R. Karakaya (Mala Minê), Mela Emîn Heyderî (Ereb çi demê hatine Mezopotamyayê), Metînê Licî (Ji Licê çend gotinên pêßiyan), Tehsîn Ýbrahîm Doskî (Mela Mehmûdê Yûsifî), Îbrahîm Kurmanc (Mar û Çivîk) û Süleyman Çevik (Riya aqil yek e: Divê pirsgirêka kurd çareser bibe). Her wiha di kovarê de helbestên Dost Çiyayî (Rûbarek e diherike dilê min), H .Hemo (Raperîn di tariyê de ), Sidiq Gorîvan (Tunetî ye), hene. Abbas Alkan, Abdurrahman Cûdî û Sebeheddîn Bidlîsî jî, bi wergerên xwe di kovarê de cih girtiye. Di destpêka kovarê de nivîsa Sabah Kara balê dikßîne ser xwe. Kara, di nivîsa xwe ya bi sernavê "Ji Berpirsiyarê Gißtî Nameyeke Vekirî" de, li ser nivîseke ku di hejmareke berê de hatibû weßandin, radiweste û ji ber ku nivîs li ser remza Nûbiharê derçûbû, çewtiyên di nivîsê de çawa ku wî eleqeder dike, wekî kêmasî û çewtî dinirxîne û xwendevanan hißyar dike. Nivîseke din ku divê mirov li ser raweste, nivîsara Kelawij Salih a bi sernavê "Xemla Jina Kurd" e. Nivîs ji aliyê Sebaheddîn Bidlîsî ve hatiye wergerandin. Kelawij Salih ku yek ji nivîskarên jin a ereb e, di gotara xwe de li ser rewßa jina kurd sekiniye û jiyana wê raxistiye ber çavan. Salih bi taybetî li ser aßtîxwazî, ßervantî û exlaqê jina kurd disekine û Adîle Xanima Helebçeyî û Fatîme Xanima Qatenî ya Rewandûzê wekî mînak dide. [AW69B8] Pêkenok - Azad û Mamoste Azad zarokekî kurd e û diçe dibistana seretayî ya tirkan, lê gelekî dixwaze ku bi zimanê kurdî binivîse û bixwîne. Azad rojekê dîsa diçe dibistanê, bavê wî pereyan didê, ji bo ku gava li dibistanê birçî bibe, ji xwe re tißtekî bikire. Azad serê sibê pereyên xwe nade bi xwarinê, diçe bi rojnameyeke Azadiya Welat dide. Rojnameya xwe dike nava pirtûka xwe û diçe dibistanê. Mamoste dibêje: "Bila her kes pirtûkên xwe derxe, deyne ser maseyê." Azad jî pirtûka xwe ya ku rojname jî di nav de ye datîne ser maseyê. Rojnameyê radike û lê mêze dike. Mamoste wî dibîne, ber bi Azad ve diçe û dibêje: "Ev çi rojname ye di destê te de?" Azad radibe ser piyan û dibêje:"Mamoste ev rojnameya Azadiya Welat e. Yanî rojnameyeke bi kurdî ye." Mamoste dibêje: Kurdî qedexe ye. Vir ne dibistana kurdî ye. Vir dibistana tirkî ye. Li vir tenê tirkî azad e. Azad dibêje: Ez dikarim tißtekî bibêjim? Mamoste: Belê. Kerem ke. Azad: Mamoste aniha tu dengê kûçikekê, yanî hewtîna kûçikekê hînî pisîkekê bikî, ew pisîk jî dengê xwe ji bîra bike, qet dengê pisîkan nizanibe û tu wê berdî nav pisîkan wê ew pisîk çi bike? Mamoste: Nizanim. Azad: Dema ew pisîk wekî kûçikan bihewte, ew pisîkên din wê birevin û wê her yek bi cihekî ve bibezin û belav bibin. Ma nerast e? Mamoste: Te ev mesele ji bo çi, ji min re got? Azad: We kurd tev bela kirine, zimanê me qedexe kiriye. Ez jî dixwazim zimanê xwe hîn bibim. Hirç û mirovê tirsonek Du mirovên gundî bi hev re diçin çiyê. Ji bo ku ji xwe re hem nêçîrê bikin û hem jî hewaya paqij a xwezayê bigirin. Dema ji gund dûr dikevin dibînin ku di nav dar û beran de hirçek ber bi wan ve tê. Her du gundî li hev dinihêrin û li çareya serê xwe digerin. Yek ji wan ji revê re xurt e û tirsonek e. Yê din nikare bibeze û ji hirçê jî natirse. Ji hevalê xwe re dibêje: "Divê em ji hirçê netirsin û ji ber wê nerevin. Gava em jê netirsin, wê ew jî bi ser me de neyê û wê bi riya xwe de biçe. Lê ger em jê bitirsin û birevin wê bela xwe di me bide. Dilê xwe qewîn bigire û netirse, hirç nikare tißtekî bi me bike." Her ku hirç ber bi wan ve tê, mirovê tirsonek xwe paß de dide. Mirovê din çiqas got; 'ma hevalo tu yê çawa min tenê di nava destê hirçê de bihêlî?' jî fêde nekir û mirovê tirsonek weke bayê reviya û çû xwe di pißt latekî de veßart. Hirç bi ser zilamê din de hat. Zilam jî ji ber ku nedikarî bireve û tenê nekarî li hemberî hirçê li ber xwe bide, xwe li erdê wek miriyan dirêj kir. Hirç hate ser zilêm, ser û guhên zilêm, poz û devê zilêm bêhn kir û bi paß de vegeriya çû. Pißtî ku hirç ji ser zilêm çû, zilamê tirsonek ji pißta lêt derket û hat ber hevalê xwe û jê pirsî: - Hirçê bi te tißtek nekir û çû, lê min tißtek meraq kir; hirç hat ber te, devê xwe kir guhê te û tißtek ji te re got. Gelo çi got? - Ez ji te re bibêjim hirçê ji min re çi got? - Ê wele tu bibêjî wê baß bibe. - Hirç hat ber min, devê xwe kir guhê min û ji min re got: "Yê ku te li erdê bihêle û here êdî pêre hevaltiyê neke!" [AW69C1] Pißtî hißyarkirina PKK'ê tûrîzmê top avêt Qidûmê aboriya tirk ßikest Ev demeke kurt e ku berpirsiyarên Tirkiyeyê ketine nava xwê û êgir. Tirsa têkçûyîna aboriyê tu car ev qasî rêveberên Tirkiyeyê netirsandibû. Tu dibêjî qey tengasiya qeyrana konjoktûrel a li cîhanê ne bes e, îcar jî di rûyê PKK'ê de aborî ketiye qeyranê. Her çiqas niha zerpa bayê vê qeyranê ne xuya be jî dê di demeke kin de her tißtî belawela bike. Tirkiye dê hem ji ber bandora qeyrana cîhanê hem jî ji ber qeyrana tûrîzmê gurbûna tengasiya aboriyê çawa çareser bike? Piranî jî li pey hilbijartinê desthilatdariya nijadperest dê polîtîkayeke çawa bimeßîne û aboriyê bi çi awayî sererast bike? Çimkî ev tengasî ne notî (mîna) tengasiyên berê ye. Qeyrana li Rûsyayê rê li ber firotina malê tekstîlê û damezirandina înßaatê girt. Hewldanên Çîn, Hîndîstan û dewletên Asyaya Navîn ji hêla pêßbirkê ve bazarên tekstîla Tirkiyeyê li Ewrûpa û Amerîkayê xiste destê xwe. Bi taybetî bi pêvajoya ku Serokê PKK'ê Abdullah Öcalan çûbû Îtalyayê û peyre jî bi komployê girtina wî re bayekî giran li Tirkiyeyê xist. Her wiha helwesta Tirkiyeyê ya nijadperest derkete ber çavê gelê cîhanê. Dîsa êrîßên li ser gelê kurd û li hemberî vê berxwedana kurdan qewimî. Pevçûn û pozberiyên li metropolan li hemû cîhanê hate dîtin. Rezervasyon têne betalkirin Ji ber van bûyerên ku di pêvajoya dawîn de qewimîn, ßêniyê Ewrûpayê yê ku her sal ji bo ger û qirkirina westa xwe dihate Tirkiyeyê biryara xwe guhart. Tûrîstên ku ji berê ve bo xwe cih veqetandibûn, rezervasyonên xwe betal kirin. Welatên Yewnanîstan, Portekîz, Îspanyayê dewsa Tirkiyeyê girt. Li gorî daxuyaniya Serokê Tursabê Talha Çalmýß di meha nîsanê de ji sedî 60'ê ku berê bo xwe cih veqetandine, rezervasyonên xwe betal kirine. Dibêje ku 'hêviya me ya ku di serê vê havîne de dest pê kiriye, ßikestiye. Hinek tesîs hetanî 15'ê gulanê girtî ne. Tenê hêviya me ji bo dawiya havînê ye. Bûyerên ku li Tirkiyeyê diqewimin bala hemû dilxwazên tûrîzmê dikißîne. Bombeya ku li Taksimê teqiya, bûyera ku li Mavi Çarßýyê pêk hat û ji bilî wan, çalakiyên ku bênavber berdewam kirin ji bo betalkirina cihveqetandina tûrîzmê bûn hincet. Li gorî daxuyaniya xwediyê Oger Turîzmê Vural Oger, pißtî ku bûyera Mavi Çarßýyê pêk hat, di hefteya yekemîn de 15 hezar û di tevaya mehê de jî 30 hezar kesî cihgirtina xwe betal kiriye. Her sal, ji xeynî bernameyên asayî bername dîsa çêdibûn ku tûrîstan bi balafiran ve bigihînin Antalyayê. Lê îcar ev ne gengaz e û heta bigire otel bi sedî 15 kapasîteyê ve dixebitin. Berê ji bo mêvandariya ßevekê 150 mark dihate stendin lê niha daketiye 100 markî. Lî vê yekê jî bala kesekî nekißand û hejmara tûrîstan zêde nebû. Li gorî sala 1997'an sala par kompanyaya Lufthansayê kapasîteya xwe ji sedî 40 zêde kiribû. Lê îsal rezervasyon ji sedî 30 betal bûn. Kesên ku biryara hatina xwe ya bo Tirkiyeyê betal kirine bi piranî ji DYA, Awusturya, Hollanda, Fransa û Almanyayê ne. ßîrkatên tûrîzmê berê xwe dan hemwelatiyên xwe Li ser van qewimînan saziyên tûrîzmê yên li Tirkiyeyê biryar dan ji bo ku bi hêsanî ji giraniya xesaretê bifilitin berê xwe bidine turîstên li Tirkiyeyê. Kesên ku berê xanî û pergala xwe ji bo gelê xwe qedexe kiribûn niha jî bi pey van ketine. Rêveberên tûrîzmê dixwazin ku ji bo tûrîzma hundirîn pêß ve biçe dewlet krediyê bide gel û gel teßwîq bike. Lê ev jî negihîßte serî. Îcar jî gelê Tirkiyeyê ji bo ger û bêhvedanê berê xwe da Ewrûpayê û welatên din. Çimkî hem cihêrengê û hem jî erzaniya gera Ewrûpayê pêßbaziyê veguhaste dijî Tirkiyeyê. Li Ewrûpayê ji hêla bicihbûn û ji hêla lêgerîne ve erzaniyê dest pê kiriye. Gava ku li gorî lêgerîn û raçavkirina kompanyayê, gerê ev taybetiya dilxwaziya gelê Tirkiyeyê dît, biryar da û gera ku ji bo Tirkiyeyê betal dibe, bi heman bihayî ji bo welatine din organîze kirin. Li ser vê Tirkiye kete hewldanê ku pêßiya vê kêßeyê bibire. Lê hemû hewldanên Tirkiyeyê bi avê de çûn Di encamê de li gorî salên berê ji sedî 30'yê tûrîstên tirk çûne welatên Ewrûpayê. Hema bêje di Cejna Qurbanê de li dora 80 û 100 hezar kes çû Ewrûpayê. Li gorî texmînên pisporan di demeke nêzîk de ev hejmar dê bigihêje 150 hezarî û dawiya salê jî dê ji 500 hezarî derbas bibe. Li gorî berpirsiyarê 'Vip Turizm Dýß Turlarê' Serdar Gören, di Cejna Qurbanê de ji van ji sedî 30 kes çûye derveyî welêt. Ev kapasîteyeke mezin e. Li gorî Mudurê Gißtî yê Duru Turizmê Yusuf Duru jî di salekê de 500 hezar kes ji bo gerê diçe derveyî Welêt. Lê bi qasî ku xuya dibe îsal ev hejmar dê hê jî zêde bibe. Li ser van bûyerên ku diqewimin xwediyên tesîs û saziyên tûrîzmê behtir qehirîne. Ji bo vê dixwazin dewlet têkeve nava hewldanan û wan ji nava tengasiyê bifilitîne. Devletê jî di heman demê de dest bi kampanyayên navneteweyî kir. Li aliyekî îlanên li ser bedewî û xweßikiya Tirkiyeyê dan, li aliyekî karê lobiyê meßandin û li aliyê din jî riyên bertîlê vekirin û gotin ku ji bo berjewendiyan hemû rê meßrû ne. Lê kampanyaya taybetî ne ji bo teßvîqa tûrîzmê bû. Dewletê bêhtir Pirsgirêka Kurdî xiste rojeva kampanyayê. Li gorî vê, "li Tirkiyeyê Pirsgirêka Kurdî tune ye. PKK jî qediyaye. Bila kesek ji teqîna bombeyan netirse û têkeve behrê, bigere û bêhn vede." Lê di serî de Almanya hema bêje tevaya dewletan diyar kir ku "Tirkiye herêma ßer e. Kî biçe berpirsiyariya wî-wê hilnagirin ser xwe." Pey vê daxuyaniyê jî gelên ewrûpayî lingê xwe bi temamî li çûna Tirkiyeyê birîn. Bi vî awayî tê nirxandin ku hewldan û tevgera Serokê PKK'ê Abdullah Öcalan ji Tirkiyeyê re ji bilî fatûraya siyasî fatûrayeke aborî a giran derxistiye. Gava ku Serokê PKK'ê Abdullah Öcalan çû Îtalyayê Tirkiyeyê ambargo danî li ser malê Îtalyayê û di dawiyê de zerareke mezin dît. Lê bi qasî ku xuya dibe ligel vê xesarê qeyrana tekstîl, înßaat û her wiha qeyrana aboriyê ya gelemperî ya cîhanê dê giraniya xwe bide der. Her çiqas di serê salê de hîn tißtek derneketibe holê jî dê ber bi nîvê havînê bandora xwe berbiçavtir bike. Divê karkerên kurd refên xwe diyar bikin Di sektora tûrîzme de piraniya karkeran kurd in. Ev karker bi piranî bi zend û bendên xwe dixebitin, nekarkerên teknîkî ne. Garsonî, paqijkarî, barkêßî û karên din yên li ser milan dikin. Li gorî xebatkarên wergerê an teknîkî kêm jî destmizê distînîn. Xêynî vê sîgorta an jî hêzeke ku wan biparêze tune ye. Ji ber vê xwediyên kargehan çi wextî dilê wan bixwaze dikarin wan ji kar biavêjin. Karker li hemberî van biryaran stûxwar û bêdeng in. Bes gurbûna berxwedana gel, di hilbijartinê de serkeftina nijadperestan refan zelaltir dike. Ji ber vê bo karkerên kurd refgirtin pêwistir dibe. Hem ji hêla çînî û hem jî ji hêla neteweyî ve dê bi lez hißê xwe bidine serê xwe û helwesta xwe diyar bikin. Eger vê yekê nekin ji bo jiyanê tu rê li ber wan namîne. Li aliyekî destengiya aborî ber bi birçîbûnê ve dibe, li aliyê din jî êrîßên nijadperest qet mafê jiyanê nade wan. Welatên biyanî jî dê notî berê kurdan wekî penaber nepejirînîn. [AW69C2] Ejderhayê hemdemî Dewleta Tirk mîna du marên du li ser milên Dehaq derketibûn bi du rengan propagandaya xwe ya nemirovane bi du seriyan ku ji devê wan jehr dirije, êrîßî gelê me dike. Ji aliyekî ve, dewleta tirk bi mebesta "rizgarkirina Kosovayê destdirêjiyê li dewleta sirban dike" û li aliyê din jî, bi hemû hêza xwe li pey saziyên mîna MEDTV, Özgür Politika, HADEP, PKDW, Înstîtuta Kurdî digere da ku wan ji holê rake. Bi ser van tißtan de jî MÝT'ê dest bi êrîßeke bi dizî kiriye li ser partiyên Kurdistanê. Bo nimûne, di vê dema dawiyê de gelek belavokên kêm û erzan li ser Partiya Îslamiya Kurdistan (PÎK)ê û rêberê wê yê hêja Prof. Dr. Gaborî li Ewrûpa bi ßêweyekî bêexlaqî û bi navê PÎK'ê tên belavkirin. Ji bo ku vê partiyê û serokê wê Dr. Gaborî ji holê rakin, ketine nav hewldanên kirêt. Lê wekî ku kurd dibêjin: "Bila mala dewleta Romê bißewite..." Ma ev dewlet êrîßî kê dike û kê nake? Ma kî dikare vê hovîtiya dîrokî veßêre? Dewleta tirk bi nijadperestiyê, bi binpêkirina mafên mirovan û bi durûtiya xwe êdî li cîhanê deng daye. Tißtê ku dewleta Tirk û ajanên wê yên kurd li hemberî gelê me dikin naçin serî, ji ber ku gelê me êdî hißyar bûye.. Lê tißtê, ku hîn bêhtir dilê mirovan dihejîne, ew e ku welatên rojavayê li gel vê dewletê durûtiyeke mezintir diyar dikin. Di dema ku ev dewlet êrîßan xwe dibin ser tevgera Kurdî û dibêjin, ku ev tevger hevalê ßer û cengê ye û pêwîst e ew bibe tevgereke aßtîxwaz, li mezintirîn bajarên Amerîka New Yorkê, welatparêzên Kosova cilên leßkerî li xwe dikin û li ber çavên amerîkiyan bi sloganan neteweyî yên cengawerî bi rê dikevin, ku biçin li welatê xwe ßer bikin. Li Almanyaya nazîk jî, min bi çavên ser xwe dît, ku komikek ji ciwanmêrên Kosova bi cilên UÇK xwe amade kirine ku li Otobûsekê siwar bibin, bi hêviya, ku ew biçin welatê xwe û li hemberî sirbiyan ßer bikin. Ev ji aliyê Ewropiyan ve mîna rizgarxwazên welatparêz tên hejmartin û xortên kurd ên, ku diçin serî li hemberî dewleta Romê ya xwînmij û mîna Zehak jehr ji devê wê dirije, mîna terorîstan tên hejmartin. Gelo! ma cîhan vê yekê dipejirîne? Ta çi demê ew dikarin bi du pîvangan bipîvin û bi du kêlan bikêlin? Xuyaye ewên, ku îro nikarin pir serbilind bin, heval û alîgerên rojavayê ne... Ji ber ku ew jî dibînin, ku ev rengê durûtiyê gihaye ezmanan û nema xwedayê me yê gewreban dipejirîne. Hêviya wan bi dadmendiya Amerîka û Ewropa birîn bûye... Lê dîsa jî, divê em kurd neyaran li xwe pir nekin. [AW69C3] Qertafên kurdî bes in Di hejmara 162'an a Azadiya Welat, rûpel 5 de di bin sernavê "Hinek qertafên kurdî" de nivîsek ji hêla S. Berbang ve hatiye nivîsandin. Di vê nivîsê de di nav qertafan de /-ayetî/ jî cih girtiye. Li ser wê qertafê jî hinek mînak hatine dayin. Ji wan mînakan ji bilî "mirovayetî"yê (zimandirêjan em hînî vê peyvê kirine) mînakên "birayetî, kurdayetî" ku li gorî dîtina min seyr in. Rastiya wan her du bêjeyan "biratî, mirovahî, mirovatî" ye. Parkît (paßgir) li gorî tîpa dawîn dirûv digire. Divê ez bidim xuyakirin ku dema min ev yek dît ez ketim bêhêviyeke mezin, min got çawa kêmasiyeke wiha hatiye kirin û qertafa erebî mîna qertafeke kurdî hatiye pejirandin. Ev kêmasî ne tenê di Azadiya Welat de di hinek cihên din de jî hatiye dubarekirin. D. Îzolî ev paßgir mîna paßgireke kurmancî di ferhenga xwe de bi cih kiriye. Birêz Mîrhem Yiðit jî di pirtûka xwe ya bi navê "Helwest" de cih daye peyvên bi parkîteyên mîna /-ayet/, /ayet-î/, /-ayetiyet/. Wekî mînak: Kurdayetî, serokatî, serokatiyat û hwd. bi kar anîne. Osman Aytar jî navê pirtûka xwe daniye "Kurdistana fîftî-fîftî" ew jî çewtiyek e. Heta di klasîkên kurdî de jî ev helwesta çewt balê dikißîne. Bo nimûne, Ehmedê Xanî dibêje "Da xelqî nebêjitin E-krad/ Bê marîfet in, bê esl û binyad in." Lê wî ew peyv di nava dunikan de daye. Celadet Bedirxan jî di rêzimana kurmancî de du peyvên bi qertafên tirkî bi kar anîne. Wekî qewçî, deveçî... Ez nizanim Mîr Celadet bi çi mebest û ramanê xwedî li wan qertafan derketiye. Spîkerên MED-TV'yê jî di bin bandora wan de mane, gelek peyvan çewt bi lêv dikin. Berî niha bi çend mehan min li ser vê mijarê nivîsek ji Înstîtuya Kurdî ya Stenbolê re ßandibû û min dabû zanîn ku ev qertaf ne bi kurmancî ye, bi erebî ye. Wekî mînak Cumhuriyet, milliyet, hürriyet, ßexsiyet, însaniyet, cemiyet, hidayet, cinayet û hwd. Eßkere ye ku qertafên zimanê kurdî gelek in û têrî me dikin. Ji bilî peyvên hevedudanî nêzî 60 paßgir di pirtûka rêziman a Mîr Celadet Bedirxan û 80 jî di ferhenga D. Îzolî de hene. Ma qey yek ji wan li peyva kurdî nehat ku we paßgira zimanê erebî bi kar aniye? Ehmedê Xanî kurmancî, kurmancîtî bi kar aniye. Gotiye "bifikr ji ereb heta ve gurcan/ Kurmancî ye bûye sibhê bircan" (Mem û Zîn, rûpel:56) Di hejmareke Azadiya Welat de bi birêz Mahmut Baksi re hevpeyvînek hatibû kirin. Di vê hevpeyvînê de birêz Baksi "kurdewar, kurdewarî" bi kar aniye. Binêrin çiqas peyveke xweß û watedar e. Li ser vê mirov dikare çend mînakên din jî bide: Cemawer, bendewar, bîrewer... Dema em peyva bendewarî dahûrînin, kurdewarîbûna wê darî çavan dibe: Bend-e-war-î ango ji bend bi qertafa /e/ bende ji bende bi qertafa /war/ bendewar û ji bendewar jî bi alîkariya qertafa /î/ bendewarî pêk tê. Nivîskar ji rêzimanê ne berpirs in, ji wan re rêziman ev çend ne girîng e; ziman jî. Ev bar dikeve ser milên pisporên rêziman û rastnivîsa kurdî. Lewre jî divê ew gelekî hißyar û baldar bin. [AW69C4] Rastkirina çend çewtiyan Her çiqas ez ne zimanzan bim jî, çend xalên ku bala min kißandine ez li gorî zanebûna xwe rave dikim. Spîkerên MED-TV'yê û çend nivîskarên me hinek biwêj û bêjeyan çewt bi kar tînin. Wek mînak: Kujer: Bi wateya kujyar dixebitînin. Di rastiya xwe de kujer tißtê ku dikare bikuje ye. Mînak derbeyeke kujer, nexweßiyeke kujer û hwd. Kujyar: Kesê ku mirov kußtiye ango mêr kußtiye ango qatil e. Kiryar: Kirde, faîl e. Ne lêker ango kirin e. Lê hin kes di cihê kirinê de bi kar tînin. Mînak: Celalettin Yöyler, A. Welat, hej.5 "kiryarên çaßik û keran qet nakevin pirtûk û defteran..." Ji bilî vê nivîsê di nivîsên hejmar 95 û 108 de jî diyar dibe ku ew di cihê "kirin"ê de hatiye bikaranîn. Lê ew yek ne di cihê xwe de ye. Spîkerên MED-TV'yê heman peyv gelek caran di heman wateyê de bi kar aniye. Beyar: necotkirî (bêyar, bêxwedî) ji layê nivîskaran ve gelek caran bi maneya bejî hatiye bikaranîn. Xalê çê: Bi baweriya min ev biwêj di kurmancî de tunebû. Birêz Mîrhem Yiðit di pirtûka xwe ya bi navê Helwest de ji dêla "mêrê çê" de bi kar aniye. -iyet: ne kurdî ye. Paßgireke bi erebî ye. Lê Mîrhem di heman pirtûkê de bi bêjeyên kurmancî ve zeliqandiye. Mînak: Kurdatiyet, kesatiyet, serokatiyet... Bêjeyên ku di ferhenga D. Îzolî de çewt hatine ravekirin Brûsk: Ev peyv di wateya beledî (ßîmßek) de ye, lê wekî bilêc (berq) hatiye ravekirin. Balîfamêr: Marmaroka girs e. Îzolî jê re salyangoz (ßeytanok) gotiye. Betan: facia ye. Îzolî tendon (kiriß) nivîsandiye. Hît: Îzolî "tiftik keçisi" nivîsandiye, lê bizina mû ye. Qûß: Seneda paß kurtan e, lê Îzolî wekî navteng rave kiriye. ßalik: qaqilê dora liba nok, nîsk û kizinê ye. Lê Îzoli gotiye nîsk, nok ßîn ßikêr: koma keviran e (bi piranî li nava rez û zeviyan in). Heta mamoste Cîgerxwîn di helbesteke xwe de wiha dibêje: "Yek yek dizîn ew zinar û kelem/ ßikeftek mezin, ßikêrek li cem. Lê Îzolî gotiye, zinarên li çiya. Rijî: bêrûn, bêdon e. Lê Îzolî wekî "tisî" rave kiriye. ßixre: Amûrekî sapkißandinê ye, lê Îzolî gotiye sapkißandin. Xirtik: Difterî (kußpalazý) ye, Îzolî gotiye "boðmaca". Ikýnma: birhdan e, Îzolî çewt rave kiriye. Kýzýl: soring e, Îzolî wekî mêkutok rave kiriye. [AW69D1] 101 saliya rojnamegeriya kurdî û Azadiya Welat Vê hefteyê rojnamegeriya kurdî 100 sal li pey xwe hißt, kete sala 101'ê. Di van salan de rojnamegeriya kurdî di bihurên gelekî teng re derbas bûye. Bi sedan rojnamegerên kurd hatin girtin û bi dehan rojnamegerên kurd bi destê hêzên tarî hatin kußtin. Lê digel hemû astengiya jî çapemeniya kurd jî wekî gelê kurd li ser piyan ma û li ber xwe da. Dirûvê rojnamegeriyê li gorî demê û mercên tê de hate guhartin, lê kakilê wê neguherî. Îro jî piraniya kurdan bi zimanê xwe rojnamegeriyê nakin. Di du rojnameyên rojane, ajansek, çend rojnameyên hefteyî de bi zimanê tirkî an jî tirk-kurdî kar tê meßandin. Di warî de Her wiha kurd êdî di warê weßangeriya dîtbarî de jî xebatê dikin, lê di televîzyonê de jî dîsa giraniyeke berbiçav a zimanên biyanî heye. Di warî bi tenê Azadiya Welat wekî weßaneke awarte darî çavan dibe. Digel derbasbûna 100 salî jî di nav rojnamegerên kurd de (bi taybetî li bakurê welêt) hevgirî û hißyariya pîßeyî pêk nehatiye. Lewre jî kevneßopa bi bîranîn û pîrozkirina rojên girîng bi cih nebûye. Pîrozkirina salroja despêkirina rojnamegeriya kurdî jî wekî kevneßopekê bi cih nebûye. Di sedsaliya rojnamegeriya kurdî bi hin çalakiyan hate pîrozkirin, lê 101 saliya rojnamegeriya kurdî wekî salên din dîsa di nav bêdengiyê de derbas bû. Di nav keftûlefên bo hilbijartinê de hate jibîrkirin. Lewre jî li ser vê roja girîng tu çalakî pêk nehatin. Lê ev yek nayê wê wateyê ku di warê rojnamegeriyê de gavên ber bi pêß nayên avêtin. Di warê pêßketin û nûjenbûnê êdî rojnamegeriya kurd jî lingê xwe li lingê rojnamegeriya welatên din digire. Bo nimûne weßanên kurdî jî wekî weßanên gelên din li ser rûpelên înternetê xwe nîßan didin. Niha di beßa çapemeniya kurdî de weßanên wekî Özgür Politika, Dugir, The Kurdistan Observer, Rojbaß di mêj ve li ser rûpelên înternetê cihê xwe girtibû. Wan demên dawîn jî pêßî kovara Serxwebûn û pißtre jî Azadiya Welat cihê xwe li ser rûpelên înternetê girt. Cihgirtina Azadiya Welat li ser rûpelên Înternetê xwediyê wateyeke taybet e. Lewre yekemîn car e ku weßaneke xwerû bi kurdî û hefteyî dikeve înternetê. Bi vê yekê Azadiya Welat qeyd û bendên li ber xwe dikißîne, sînoran derbas dike û dikeve mala her kurd ku dikare bikeve înternetê. Êdî dê her mirovê welatparêz karibe nûçeyên li ser welatê xwe bi zimanê xwe yê zikmakî bixwîne. Her wiha dê karibe çanda xwe ya gelêrî û nûjen ji nêzîk ve nas bike. Bi hêviya û hewla avêtina gavên mezintir, em 101 saliya rojnamegeriya Kurdistanê li hemû hempîßeyên û gelê xwe pîroz dikin. [AW69D2] Zelal bû Hilbijartin xilas bû. Li Tirkiyeyê du partiyên nîjadperest bûn xudanê dengên zêde. DSP û MHP. Raya gißtî yekê (DSP) bi ßovenîtiya çep, a din (MHP) jî bi xwînmijiyê nas dike. Eßkera ye ku desthilatiya Tirkiyeyê kete destê ßovenîstan. Nayê wê wateyê ku partiyên din bûna çêtir bû. Dîsa zelal bû ku dewleta Tirk gihîßte armanca xwe. Ji bo ku HADEP nekeve meclîsa wan. Di nûner karnekirina HADEP'ê de tenê astengiyên dewletê ne sedem in. Li hemberî hemû êrîßên dewletê, heke kurdan deng bidana xwe bawer dikim ku HADEP jî dê biçûya meclîsê. Bi kêmasî be jî cihên di nava agir û ßer de welatparêziya xwe eßkera kir. Bi piranî bajarên nêzîkî Tirkiyeyê û kesên di bajarên tirkan de dijîn qîmeta hilbijartinan nezanî. Mixabin dîsa ev firsend derdan. Niha bi dengên kurdan dîsa nijde, serokçehß û xwefiroß dibin nûner. Hat zanîn ku li hemberî hemû astengiyan HADEP'ê ji sih nûnerî zêdetir bidest xist. Neçûyîna wan ya Meclîsa Tirk rûreßiya Dewleta Tirk e. Li gorî encamên hilbijrtinan tißtekî din ê balkêß jî zelal bû. Di hilbijartinên 95'an, yekgirtineke aßtî û demokrasiyê hatibû çêkirin. Hevgirtineke birêz bû, pîroz bû. Di vê hilbijartinê de ew partiyên dema berê yekgirtin bi HADEP'ê re çêkiribûn, serbixwe ketin hilbijartinan. Wan digot: "HADEP bi dengên me encama 95'an wergirtibû. Lê tu caran qala me nehatiye kirin...." Niha em di encama hilbijartinan de dibînîn ku tu quwet û hêza van partiyan tunebûye. Gißt nebûn xudanê pûanekê. HADEP'ê hem nîsbetî belaviya wan û hem jî li hemberî hemû aloziyên dewletê hejmara xwe parast. Ne tenê parast, zêde kir. Ji bo gißtiya Tirkiyeyê bi ser keft. Ji niha ßûn de pêwîst e ku her partî li gorî quweta xwe biaxive. Lê dîsa ji bo siyaseteke legal li Tirkiyê pêwîst e ku partiyên li ser navê kurdan dixebitin, bên cem hev. Encama herî mezin jî belediye û nûnertiyên din ên herêmî ne. Dema ev nivîs dihate nivîsîn, hemû encam zelal nebûbûn. Lê dîsa aßkera ye ku bi kêmasî ßeß bajarên (Amed, Sêrt, Çewlik, Batman, Wan û Culemêrg) kurdan û gelek navçe (ji sihan pêtir) niha di destê HADEPê de ne. Nûnerîtiya meclîsa bajaran jî girîng e.(Tirk dibêjinê Ýl Genel Meclisi) Eve encameke nû û dîrokî ye. Ji roja ku Dewleta Tirk hatiye damezirandin heya niha bûyereke siyasî ya wisa çênebûye. Bi rastî jî ew nûnerên gelê xwe ne. Û piraniya wan jî ji nîvî bêhtir bi dengên bajarên xwe hatine hilbijartin. Dewleta Tirk jî dixwest ku di sîstema hilbijartinên herêmî de guhartineke wisa çêke. Ew guhartin bi destê gelê kurd hate çêkirin. Erê em dizanin ku astengiyên pêßiya wan jî mezin in. Mîna ambargoyên aborî, êrißên madî û manewî. Dîsa jî em bawer dikin ku ewê wezîfeyên xwe bi serbilindî cih bînin. Ji bo wê jî wezîfeyeke mezin dikeve ser milên bajariyên wan, hemwelatiyên wan. Ew pêwîstiyên ji serokên belediyeyan ên partiyên din tên xwestin, ji van serokan nayê xwestin. Di qada navneteweyî jî bandora wê dê zêde bibe. Lê heke ew serokên me yên belediyeyan bi rêxistin û sazî bin. Heke saziyên me yên li derveyî welat xwe bizanin. Bi gißtî Tirkiyeyê nijdên xwe paqij kirin û desthilatdariya wan bi fermî bû. Ji kêßeya kurd re rojên pêßiya me dê çawa be, em nizanin. Mirov her du serokên partiyên mezin dibîne, hêviyên mirov aloz dibin. Bajarên Kurdistanê jî van hêviyan geß dikin. Ji ber ku meclîsên belediyan û meclîsên bajaran li ser jiyana bajaran xudan erk in. Desthilatdariya nû ya bajarên Kurdistanê li gelê me, Serokatiya belediyeyan li serokbelediyeyan pîroz be. Hûn ne tenê serokên av, rê û pira ne. Hûn hêviya pêßeroja me ne. Dibe ku xebata we li ser qedera me jî bandoreke baß çêke. [AW69D3] Mensûbiyeta romanê Haßîm Ehmedzade ji rojhilatê welêt e. Li bajarê Upsala rûdine û yek ji çend kesan e ku li ser dabaßên edebiyatê ßareza û bi kapasîte ye. Hefteya bihurî li Înstîtuya me birêz Haßîm li ser "teoriya romanê" semînerek da. Ev semîner dê di mehên pêßiya me de bi du semînerên din bê temamkirin. Ew jî "Roman li Rojhilata Navîn" û "Roman li Kurdistanê " ne. Em di destpêka karê edebiyatê de ne. Di vê eniyê de jî em dereng mane, kelepor û sermayeya heye jî qels e, sererû ne xurt e. Ji bo ku em karibin rewßa xwe binirxînin, asta xwe nas bikin, cihê me li ku ye, di vî alî de pirsgirêkên me çi ne, agahdarbûna li ser hinek pîvan, qeyde û qaîdeyên edebî, ji bo me jî mercên sereke ne. Mîna her ßaxî li vir jî bingeh û pêzanîneke fikrî, akademîkî, kitêbî tê xwestin. Di vê semînerê de Haßim hewl da ku bersiva vê daxwazê bide. Di beßa nîqaßê de her çendî dê di semînerên pißtre de bi firehî bibe yek ji xalên navendî, çend deqîqe be jî berê gotinê kete ser mensûbiyeta romanê. Fikir bi gißtî ew bû ku tißtê romanekê dike romana filan neteweyî yan neteweyê din, ziman e. Roman bi kîjan zimanî hatibe nivîsandin, li ser wî zimanî tê hesabkirin. Romana bi tirkî di beßa tirkî de ye, erebî di nav berhemên erebî de û ya bi kurdî jî di nav refên kurdî de tê bicihkirin. Gava tu diçî kitêbxaneyekê û li berhemekê dipirsî yan jî lê digerî ziman e tißtê ku rêpêßanderiyê dike. Otorîteyên di vî warî de jî ziman ji bo mensûbiyeta berhemekê wekî faktorê ewil qebûl dikin. Lê bi vê tesbîtê re divê hejmarek tißtên din bêne gotin: 1- Însan, bi gißtî û xwende bi taybetî di bin bandora duh de ne. Herkes hindik gelek bi nirxandin, tarîf û tesbîtên sal û sedsalên bihurî re barkirî ye. Tarîfa romanê û tesbîta ku mensûbiyeta romanê bi tenê bi ziman ve girê dide berê qonaxekê ye. Jiyan di tarîf û tesbîtan de berdewam hilnayê û tim tißtekî li derve dimîne heye. 2- ßert û welatê tarîf li wir çêbûye û ev tesbît lê hatiye kirin, xweser û diyar e, wek realîteyeke neteweyî bisînor e, tê de bivê nevê kêmasiyek dimîne. 3- Em kurd neteweyeke çend zimanî ne. Neteweyeke wekî neteweya kurd bi kurdî û tirkî, kurdî û farisî, kurdî û erebî û heta kurdî û rûsî, ewqas ziman bi hev re zanibe tune. Ev jî sebeba sereke ye ku bi sedan û belkî hê zêdetir nivîskar, zana, siyasetmedar û welatparêzên me ne, bi zimanê dayika xwe belê bi zimanê neteweyeke ji neteweyên serdest û dagirker an jî bi zimanekî ewrûpî dinivîsin. 4- Di dawiyê de mirov dikare nivîskarên esil kurd bike çend kategorî: a) Kategoriya ku di berhemên wê/wî de qet pêjin û bêhneke kurdî tune û ne xwediyê paxavekê ne ku têkiliya wê/wî bi kurdayetiyê re hebe. b) Kategoriya ku di berhemên wan de mebest -li vir berhemên edebî ne--hin navên bi kurdî hene û ne xwediyê derdekî neteweyî ne. c) Kategoriya sêyem ku giß berhemên wan neteweyî ne, tijî mesaj in, bi mebestên ronîkirin, hißyarkirin û organîzekirina kurdan hatine pê û ji ber vê jî di nav zimanên ku bi wan hatiye nivîsandin de cih digirin. Bi baweriya min dema em mensûbiyeta berhemên edebî nîqaß dikin, divê em van çend xalan jî li ber çavan bigirin. [AW69D4] Li ser Hilbijartinê Bi ya min bila tu kes zêde bêhêvî nebe, bila tu kes bêmoral nebe. Lê bila tu kes zêde kêfa xwe jî neyine û pesnê xwe nede. Lewra mirov dikare hilbijartina 1999'an bi du awayan binirxîne. Heke bi awayekî realîst û zanistî bête nirxandin, hinek zanînên hêja yên ji bo pêßerojê ku pêßiya me vekin, dê derkevin holê. Bila tu kes nebêje pêwistî bi nirxandinê tune ye; em nikarin wextê xwe bi axaftinê derbas bikin. Ji mirovên ku raya xwe daye HADEP'ê heta bi sekreterê gißtî, mafê hemû kesên ku xwedî ked in heye ku di heqê vê hilbijartinê de dîtin, pêßniyar, rexne û çavdêriyên xwe bibêjin. Divê tu kes nebêje îro dewlet bi me re ßer dike, lewma jî divê ku em kêmasiyên xwe binax bikin. Helbet wext û cihê axaftinê jî li gorî adetê hîn baßtir e. Divê di wextek û cihekî maqûl de mirov bipeyive. Encameke erênî ya hilbijartinê ev e: Tevî hemû pêkutî, astengî, bêderfetî û bênesîbiya me, dîsa li welêt HADEP bû partiya yekemîn. Li gelek cihên welêt jî, mîna Dêrsim, Bedlîs, Elezîz, zêde ne serkeftî bû. Ev encam tê wê maneyê ku hê jî li gelek deveran kurd di bin bandora polîtîkayên dewletê de ne. Li van deveran xebateke taybetî, zehmet û bi sebr pêwîst e. Li cihê mîna ßernexê ku tu xebatên HADEP'ê lê nîn in, dîsa rayên herî zêde hatin standin. Lê li cihê mîna Stenbol û Edenê ku xebata HADEP'ê lê pir e û kurd jî lê pir in, li gorî nîsbetê deng nehatine standin. Ji ber vê yekê gelek rojnamegerên tirkan dibêjin; "nîjadperestiya kurdî li ser axa wan hate hepskirin." Di tesbîtkirina namzetan de rastiyekê xwe da der. Ew rastî ev e ku hê jî em gelekî biçûk û di ser re, li doza xwe û li meseleyan dinêrin. Di heqê vê meseleyê de gotinek heye pir tê dubarekirin: "Ku HADEP darekî jî bike namzet ewê dengan bistîne". Rastiyeke vê gotinê heye, lê heta ku rast e, divê mirov baß bizanibe û ji hev kifß bike. Ev gotin ji bo kurdên mîna ßîrêzê bi têkoßînê ve hatine zeliqandin tê wateyekê. Heke ku em bibêjin tenê dengên welatparêzên ji can û dil dixwazin, ev gotin rast e, na, ger ku armanca me dorfirehtir be, ev gotineke eletewß e. Di nav xebatan de ev rastî di kesayetiya hinek namzetan de bi awayekî berbiçav derkete hole. Lewra li hinek cihan dema ku namzetê mebûsiyê, an jî yê serokbajariyê dihate nasandin, yên hazir, bawer nedikirin ku bi rastî jî ev e namzetê HADEP'ê. Bi gotina gel "mêß ji ber wan nedifirîn." De ka çawa ewê bikaribe gel temsîl bike. Naxwe divê mirov baß bifikiriya ku kê li ku deverê namzet nîßan bide. Tevî hemû kêmasiyan û her çiqas li metrepolan hindik ray hatibin standin jî, li gelek cihan ßerê qirêjî hate teßhîrkirin, gelek kurdên ku ji rastiya xwe dûr in, bi ser xwe ve hatin, ango rastiya xwe nas kirin. Li welêt jî yekîtiya kurdan zexmtir bû û moralê gel xurtir bû. Di vê nivîsara xwe de ez nikarim bi awayekî dorfireh li ser gelek encamên hilbijartinê rawestim. Mirov dikare bi awayekî têkûz, ji her hêlê ve xebat û encamên hilbijartinê binivîse û ji bo pêßerojê wekî belge bihêle. Lewre xebatên wiha di dîroka me de gavên girîng in. Divê ku bibin mîras ji nifßên nûhatî re. Belediyeyên ku hatine bidestxistin mewziyên mezin in. Heke ku bi mesûliyeteke giran bêne bikaranîn, ne tenê ji hêla siyasî ve , ji bo berjewendiyên gel ên rojane jî, baß peywira xwe bi cih bînin ji bo gelê me û doza me nîmeteke mezin in. Ji asfalt, av, kanalîzasyon, tesîsên sporê, nexweßxaneyên biçûk, atolyeyên xebatê bigire, heta bi pirtûkxane û salonên teatrê û projeyên din, dê çima di nav projeyên belediyeyên HADEP'ê de cih negirin. Divê belediyeyên HADEP'ê bi tiliyan bêne nîßandan. [AW69D5] Hilbijartinên bi dek û dolap Li Tirkiyeyê hilbijartin, ji bo ku qeyrana pergalê, ya ku ji pirsgirêka kurd û ßerê qirêj diqewime, bêtir xirab nebe, pêk tên. Lê ji ber ku hilbijartin, bi awayekî nedadyane çêdibin, ji aloziyê xilasbûn jî çênabe. Sedema bêçareseriyê, li meclîsê temsîlnekirina kurdan e. Herêma ku herî zêde beramberî newekheviyê dimîne, cografyaya kurdan bi xwe ye. Rejîmê, derfetên xwe hemû seferber kirin û di nava çepera tirsê de ji xwe re torek honand. Ev tor, ku bi binpêkirina nirxên mirovahiyê û hiqûqê serbilind dibe, di vê hilbijartinê de jî, di zûtirîn katê de derkete holê. Fermana pîrebokê jî postalên leßkeran û lûleyên tivingan bû. Fermana hêza serdest li hemberî kesên ku dengên xwe nadin siyasetmedarên di dilqên "sivîl" de ne, diyar bû. Ji bo ku encamê bigirin, bi her cûre rêbazên antî-demokratîk xwestin hilbijêr û sendoqê bixin bin kontrola xwe. Ev, têkoßina rûmeta mirovahiyê bû. An bindestan dê postal maçî bikira, an jî bi "mohra na!" dê wekî ßoreßgerê navdar CHE bigotana :"Mirin ji ku û çawa tê bila bê, ser çavan û ser seran!" "Ji bo HADEP'ê Belê!" wekî mora ku herêmê dinimîne xwe da der. Kesên li hemberî vê yekê dîsa çavnebariya xwe nîßan dan, xwestin ku bi awayê "Dengdana eßkere, jimartina bi dizî" rê li ber vê tercîhê bigirin. Çepera zilmê, pêka rûmeta mirovahiyê neanî û HADEP'ê, tevî navçeyên wekî Licê ku dewletê bo wê digot "Qet na!", deverên wekî Amed, Batman, Çewlik, Colemêrg, Agirî, Sêrt û Wanê serokatiya belediyeyan stand û gotina Demirel a bi rengê "Heger kurd hebin dê di sendoqan de derkevin holê." bersivand. Jixwe kurdên ku xwedî li rûmeta mirovahiyê derketin û dengên xwe dane HADEP'ê, baß zanibûn ku temsîlkirina wan li meclîsê zêde ne pêkan e. Dengdana ji bo HADEP'ê li dijî çeper û pîreboka tirsê, bi tenê helwesteke birûmet û însanî bû. Tabloya meclîsê, ku deriyê wê ji bo kurdan hate girtin, panoramaya Tirkiyeyê careke din raxist ber çavan. Li gorî encamên ne fermî DSP yekemîn, MHP duyemîn, FP jî bû partiya sêyemîn. Lê yek ji wan jî bi giranî ji bo tercîha gel nebûn bersiv. Ev rewß nîßan dide ku hilbijêr baweriya xwe bi tu partiyên rejîmê nayine. Di kesayetiya van partiyan de, rejîmê careke din winda kiriye. Lewre yek ji van partiyan jî nikare Kêßeya Kurd çareser bike. Ev partiyên ku, dê di pêvajoya nû de enflasyon, rêz û rêçikên antî demokratîk û organîzasyoneke ku ji tenduristî û perwerdehiyê dûr e, dê pêßwazî bikin, rewßa gelê tirk ku hêvîßikestî ye û ji aliyê ruhî ve têk çûye, radixe ber çavan. DSP û MHP ku wekî tercîha gelê tirk tê ne nîßandayîn, bi hev re jî tevbigerin, ji hev cuda jî tevbigerin, dê careke din Tirkiyeyê bixin bin baskê MC (Milliyetçi Cephe/Eniya Neteweperest) yeke nû. Encam çi dibe bila bibe, heta ku kurd neyên temsîlkirin, yek ji wan jî nikare kêßeyê çareser bike. Lê di rêveberiya herêmî de, dê HADEP kurdan temsîl bike. Jixwe tercîha mezin a kurdan jî ev bi xwe bû. Di warê herêmî de be jî, wê xwe jî, bajarê xwe jî, ew bi rê ve bibin. [AW70A1] Parêzerên Abdullah Öcalan: Tecrît jiyana Öcalan tehdît dike Dozgerên DGM'ê doznameya der barê Serokê Gißtî yê PKK'ê Abdullah Öcalan de, da ber çapê. Di doznameyê de tißtekî cihêreng balê nakißîne, tißtên ku berê di çapemeniyê de hatine weßandin, hatine dubarekirin. Tißtê ku di doznameyê de balê dikißîne, dîsa hebûna gelê kurd hatiye înkarkirin. Li gorî dozgerên DGM'ê, gelekî bi navê kurd li Tirkiyeyê nîn e. Her wekî dihate zanîn, di dawiya doznameyê de ji bo Öcalan cezayê darvekirinê hatiye xwestin. Vê daxwazê, di qada navneteweyî gelekî deng veda û gelek saziyên navneteweyî li dijî vê daxwaza dozgeran nerazîbûna xwe diyar kir. Bo nimûne, Parlementoya Ewrûpayê da zanîn ku ew dê du parlementeran wekî çavdêr bißînin dadgeha Öcalan. Li gorî nûçeyeke ku roja 27'ê avrêlê di rojnameya Özgür Politikayê de derket, berdevkê Parlementoya Ewrûpayê mebûsê îngiliz Russel Johnston, li ser vê mijarê daxuyaniyek daye çapemeniyê û di vê daxuyaniyê de hatiye gotin ku, dê parlementerê macar Andreas Barsony û yê Fîlandî Gunnar Jansson wekî endamên Parlementoya Ewrûpayê beßdarî dadgehê bibin. Her wiha Rêxistina Efûyê jî daxuyand ku ew dê çavdêran bißînin dadgehê. Roja 29'ê avrêlê ji aliyê vê rêxistinê ve daxuyaniyek hate dayin û di vê daxuyaniyê de ji serokwezîrê tirk hate xwestin ku bi awayekî dadyane darizandina Öcalan bê misogerkirin. Mercên ku Öcalan tê de ye girantir dibin Li aliyê din parêzerên Öcalan bal kißandin ser rewßa ku Öcalan tê de ye û diyar kirin ku Öcalan belkî di bin van mercan de nikaribe parastina xwe bike. Parêzerên Öcalan serî li Komîteya Parastina Ji Îßkenceyê jî da û jê xwest ku bi awayekî rêk û pêk biçin serdana Öcalan. Di serîlêdana parêzeran de tê gotin ku mercên tecrîtê bandoreke neyinî li tenduristiya fîzîkî û derûnî ya Öcalan dike û ew merc rê li ber amadekirina parêznameyê digire. Parêzerên Öcalan diyar kirin ku rê li ber hevdîtina wan jî tê girtin û ev yek jî xetereya li ser tenduristiya Öcalan zêdetir dike. Bo nimûne berî hevdîtina dawîn, ji parêzeran re hatiye gotin ku divê ew bi keßtiya xwe biçin Îmraliyê lê ji ber ku ketina herêmê bo keßtiyên sivîl hatiye qedexekirin, ev yek tê wateya astengkirina mafê hevdîtinê û xweparastinê ya Öcalan. Her wiha parêzerên Öcalan ji ber ku di nava rûpelên xwe de heqaret li wan û Öcalan hatiye kirin, der barê 18 rojnameyên tirkan de daxuyaniya sûc da. Parêzeran xwest ku, çapemenî dev ji vê helwesta xwe ya neyinî berde û li gorî sinc û rêçikên rojnamegeriyê tevbigere. Hate gotin ku, heke bi vî awayî neyê tevgerîn, ew dê serî li saziyên pîßeyî yên navneteweyî û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê bidin. ERNK: Tekane wezîfeya gelê me parastina Serokê Neteweyî ye Konseya Serokatiyê ya PKK'ê jî li ser qewmînên dawîn û rewßa Öcalan roja 24'ê avrêlê daxuyaniyek da çapemeniyê. Ev daxuyanî roja 26'ê mehê ji hêla Ajansa DEM'ê ve hate belavkirin. Her wiha ERNK'ê jî li ser mercên ku Öcalan tê de ye daxuyaniyek belav kir. Van her du daxuyaniyan di çapemeniya navneteweyî de bi berfirehî cih girt. Di daxuyaniya Konseya Serokatiyê ya PKK'ê de tê gotin ku, encama hilbijartinên li Tirkiyeyê ji hêla hêzên împeryalîst û dagirker ve hatiye diyarkirin û serketina MHP û DSP'ê ji mêj ve hatiye plankirin. Serkeftina van partiyan jî wekî dîlgirtina Öcalan û girtina MED-TV'yê parçeyekî komploya li dijî gelê kurd tê nirxandin. Her wiha êrîßa li ser Yûgoslavyayê jî wekî parçeyekî heman planê tê dîtin û durûtiya hêzên împeryalîst tê ßermezarkirin. Li ser rewßa Öcalan jî di daxuyaniyê de ev tißt hatine gotin: "Kirinên ji bo tasfiyekirina Serokê me yê neteweyî jî (wekî daxwazeke dirûvê faßîzmê yê nû) dê zêdetir bibin. Îßkenceyên fîzîkî, derûnî û tibî dê zêdetir bibin." Wekî din hatiye gotin ku hêzên dagirker dixwazin Öcalan ji holê rakin û hemû xebatên wan vê yekê nîßan dide. Dîsa daxuyanî balê dikißîne ser girtina MED-TV'yê, zilma li ser HADEP'ê û tê gotin ku dê mercên jiyanê ji bo gelê kurd û hêzên demokratîk girantir bibin. Di daxuyaniyê de hatiye xwestin ku gelê kurd û hêzên demokratîk li hemberî vê yekê hißyar be û ji bo gurkirina têkoßînê hêza xwe bike yek. Her wiha hatiye diyarkirin ku, wê PKK li hemberî vê êrîßa hêzên dagirker ßerê rizgariyê gurtir bike û bersiveke tund bide hêzên dagirker û împeryalîst. Di daxuyaniyê de bi van gotinan stratejiya xwe ya rojên li pêß diyar dike: "Wê Partiya me mafê jiyanê nede hêzên ku mafê jiyanê nade gelê me." Di daxuyaniya ERNK'ê de jî li ser planên împeryalîstan tê rawestandin û tê gotin ku hêzên împeryalîst nikarin gelên bindest rizgar bikin. Dîsa tê ragihandin ku hêzên împeryalîst dixwazin li herêmê, Tirkiyeyê bikin hêzêke sereke, li ber vê yekê jî kelema herî mezin PKK ye. Lewre jî ew dixwazin heta sala du hezarî PKK'ê ji holê rakin. Jiholêrakirina Öcalan di vê daxuyaniyê de jî wekî parçeyekî plana împeryalîstan hatiye destnîßankirin. Daxuyaniya ERNK'ê bi vê bangê diqede: "Peywira sereka ya gelê kurd parastina canê Serokê Neteweyî ye. Ji bo pêkanîna vê wezîfeyê divê hemû gelê Kurdistanê rabe ser piyan." [AW70A2] Divê rojnamegeriya kurdî bikeve xeteke neteweyî Birêz Aktaß, me 101. salvegera rojnamegeriya kurdî li pey xwe hißt. Ji hingî heta îro rojnamegeriya kurdî gihaye çi qonaxê? - Wekî hûn pê dizanin, di destpêka vê sedsalê de Kurdistan hate parçekirin. Tevgerên neteweyî yên kurdan serhildan dane destpêkirin lê hatin ßkênandin. Lewma miletê kurd kete nava bêdengiyeke dijwar. Lê îro em dibînin, di dawiya sedsala 20'an de, gelê kurd careke din li xwe vedigere. Hêza neteweyî ya kurdan, ger mirov bi çavekî gißtî lê binihêre, li her çar beßên Kurdistanê û li derveyî Kurdistanê bi quwet bûye. Çapemenî jî, neynika miletekî ye, neynika dewletekê ye. Bêguman îro çapemeniya kurdan, li gorî neteweyeke wekî kurdan bêdewlet, bêmaf gelek pêßketî ye. Bi salekê berî niha, ez çûme Qahîreyê. Dostê min Elî Bedirxan, ku ji malbata Bedirxaniyan e û li Misirê derhênerekî navdar e, hinekî qala serpêhatiya Mîqdat Bedirxan kir. Bi pey agahiyên Elî Bedirxan, Mîqdat Mîthat Bedirxan rojnameya Kurdistanê di bin tengasiyên mezin de, di nava feqirtiyê de yanî di tunebûnê de çap kiriye. Wî, gelek caran bi ßev çûye kar kiriye û rojnameya Kurdistanê çapkiriye. Lê niha wekî hûn jî dibînin, em li navenda televîzyoneke kurdî vê hevpeyvînê çêdikin û çapemeniya kurdan gihîßtiye wê qonaxê ku, televîzyoneke me ya peykê(uydu) heye. Di van deh salên dawî de astengiyên ku derketin pêßberî çapemeniya kurdî çi bûn? - Di van 10 salên dawî de, ji bo dîroka çapemeniya kurdan gavên herî mezin hatin avêtin. Çima ev pêßveçûn çêbû? Wekî diyar e, Tevgera Kurdan ya Azadîxwaz li bakurê Kurdistanê bi ßêrê çekdarî yê gerîla, derfetên gelek mezin derxistin holê. Ev yek jê bû. Di van deh salên dawî de, mirov dibîne ku çapemeniya kurdan giraniya xwe dide ser enformasyonê yanî ragihandinê. Berî vê bi 10 salan mijara çapemeniya kurdan a bingehîn, danasîna Doza Kurdistanê bû. Yanî çapemeniyeke îdeolojîk û siyasî bû. Lê îro rojname, kovar û televîzyoneke kurdan jî heye. Ev weßan, bêtirîn giraniya xwe didine ser ragihandinê yanî nûçeragihandinê. Ji ber ku êdî Doza Kurdan tê nasîn. Wekî din, dema mirov behsa rojnamegeriya kurdî bike, lazim e mirov navê rojnameyên ku bi kurdî têne weßandin, hilde. Lê li aliyê din, çapemeniya ku giraniya xwe dide ser Kêßeya Kurd û Kurdistanê, ku tê dê kurd kar dikin, heye. Ew sazî, bi sermayeya kurdan hatine avakirin lê ne bi zimanê kurdî ne. Mesela Yeni Ülke, Gündem, Özgür Gündem, Özgür Bakýß û îro li derveyî welêt Özgür Politika. Ev rojname bi naveroka xwe kurdewarî ne lê mirov bi her awayî nikare van wekî rojnameyên kurdan qebûl bike. Lê, bo nimûne rojnameya Welat, bi her awayî rojnameyeke kurdan e. Hemû elementên wê kurd in. Belê, bi vê yekê ve girêdayî, hûn li welêt û li derveyî welêt rewßa rojnamegeriya kurdî, çawa dinirxînin? - Dema ez li Tirkiyeyê bûm, deh sal berê min li Stenbolê di çapemeniya tirk de dest bi rojnamegeriyê kir. Pißtre min di kovar û rojnameyên kurdan de kar kir. Dema ez li Stenbolê bûm, hema bêje serê her mehê carekê ez diçûme Kurdistanê. Min bûyerên li wê derê dißopandin. Wekî tê zanîn, di van deh salên dawîn de, gelek rojnamegerên kurd hatin ßehîtkirin, ketin zîndanê û îßkence dîtin. Tißtê girîngtir, rojnameyên kurdan hatin bombekirin. Îro jî ev rewß kêm û zêde berdewam e. Lê tißtekî din li wê derê hebû; germahiyeke mezin, heyecaneke mezin hebû. Li wir destê me bi rehetî digihißte welatê me, bêhna ßer dihate pozê me. Me mirovên ßoreßger nas dikir. Em di nava gel de bûn, em di nava dilê bûyeran de bûn. Eva gißt ji bo rojnamegerekî avantajên mezin in. Lê tengasiyên aborî û teknîkî hebûn. Zilm û zora dewleta tirk hebû. Dîsa jî ji rewßa niha ya Ewrûpayê hêsan û baßtir bû. Ji ber ku li Ewrûpayê toreyeke kemilî ya rojnamegeriya kurdî peyda nebûye. Rewßenbîr û rojnamegerên kurd bi hûrbînî li bûyeran nanihêrin. Ez dikarim bibêjim, persfektîva rojnamegerên kurd li welêt û Tirkiyeyê firehtir e. Lê MED TV'yê pir tißt guhert. Baß e. Kêmasî û arîßeyên çapemeniya kurd ên herî girîng çi ne? - Kêmasiya herî mezin, siyaseta çapemeniyê baßebaß nehatiye rûnißtandin. Toreyeke çapemeniyê di van deh salên dawî de çêbûye, lê hîna neketiye xeteke neteweyî. Lewre divê çapemeniya kurdî bikeve xeteke neteweyî. Lê bi baweriya min tengasiya herî mezin, perwerdehiya mirovan e. Çapemeniya kurdî teknîkeke gelek pêßketî bi kar tîne. Lê tevî teknîkê, giraniyê nade ser perwerdehiya mirovan. Lewre divê ji bo pêßveçûna rojnamegerên kurd, em bikevin nava hewldaneke mezin. Bi dîtina we, rojnamegerî ji bo neteweyekê tê çi wateyê? - Niha sedsal 21'an, wê bibe sedsala ragihandinê. Mesela beriya ku ßerê li Kosovayê rû bide, NATO û Emerîkayê êrîß bir ser Belgradê. ßerê li wir di CNN' ê de dest pê kir. Bi kurtayî çapemenî wekî boriya nefesê ya (zengelûra) neteweyekê ye. Li aliyê din ger di sedsala 21' an de, zimanê neteweyekê nebe zimanê ragihandinê û çapemeniyê, wê ew ber bi tunebûn û mirinê ve biçe. Lewre teqez divê zimanê kurdî bibe zimanê çapemenî û ragihandinê. Çêbû. Di vî warî de, MED TV ji bo kurdan tê çi wateyê? - Bêguman MED TV ji bo gelê kurd gelek tißt e. Yekem car e saziyeke wekî MED TV'yê sînorê ji nava Kurdistanê rakirine. Ji aliyê din ve gelek hevalên me yên rojnameger ê ewrûpî ji MED TV'yê re dibêjin; "Kurdistana Virtuel an Kurdistana Nîgaßî(sanal)" Bi baweriya min ev nirxandin gelekî di cih de ye. Bêguman kêmasiyên MED TV'yê jî pir in, lê MED TV'ê di xeteke neteweyî de weßana xwe pêk anî. Wekî din wê, ßerê qirêj ê li Kurdistanê raberî bînerên xwe kir. We behsa kemasiyên MED TV kir. Hûn dikarin diyar bikin? - Bi baweriya min, kêmasiya mezin, bernameyên bi zimanê tirkî gelekî zêde bûn. Pêwîst e di pêßerojê de seatên weßanê bi zimanê tirkî gelekî kêm bibin. Wekî hûn pê dizanin li bakurê Kurdistanê asîmîlasyona dewleta tirk zêde ye û bi milyonan kurd lê dijîn. Piraniya wan bi zimanê dayika xwe nizanin. Lewre jî divê MED TV weßana xwe bi bêhtirîn têxe xeteke neteweyî. Lê ne tenê ji bo temaßekarên xwe yên li bakurê Kurdistan û Tirkiye. Divê xitabî her çar parçên Kurdistan û cîhanê bike. Divê hem weßana xwe li ser xeteke neteweyî xurt bike û hem jî berê xwe bide cîhanê. Puxteya gotinê; pêwîst e ßexsiyeteke çapemeniya kurdî ya taybet hebe. Ez bawer im di vî warî de gavên girîng hatine avêtin û pêßveçûn hene. Ji Musa Anter bigire heta Mehmet ßenol, rojnameya Welat û MED TV ev tore berdewam e. Lê gerek e, her ku diçe çarçove berfirehtir bibe û destûrnameyeke (anayasa) çapemeniya kurdan bê nivîsîn. Lewma rêz û rêçikên çapemeniya kurdî ne nivîskî ne. Bi baweriya min, etîka rojnamegeriya kurdî çêbûye. Gerek êdî hin zagon û pîvanên me jî hebin û her wiha em bigihêjin standarteke navneteweyî. Gelê kurd bêhtir hûn bi bernameya "Ronahî"yê nas kir. Gelo çima evqas dilê kurdan bi "Ronahiyê" ronî dibe? - Ez dê çêli nirxandinên bînerên Ronahiyê bikim. Kurdên li her çar parçên Kurdistanê û cîhanê li Ronahiyê temaße dikin. Sedema wê ya yekemîn, Ronahî, li ser nûçegihandinê hatiye avakirin û bi zimanê kurdî, bi zimanê dayika me ye. Wekî din gelek caran, em zimanê kurdî, wekî min got, bi tenê wekî zimanê muzîk, folklor û dîlanê dibînin. Lê ger em di warê dîplomasî, siyasî û hwd. de zimanê kurdî bi kar bînin, wê dilê gel bêhtir pê germ bibe. Li aliyê din me bes mijarên têkildarî Ewrûpayê hilnedan, li darê dinyayê çi tißtê têkilî kurdan bû mijara lêkolînên me. Me dil heye bûyerên nû bi nêrîneke neteweyî û zimanekî rewan û ßahîk raberî gel bikin. Wekî mînak, cara yekemîn kurdên li Îsraîlê di "Ronahi"yê de berbiçav bûn. Her wiha me bi navê "Bingeha Flamenko Dengbêjiya Kurdî ye" çêkiribû, ew bû mijara lêkolîna du zanîngehên ewrûpî. Wan em dawet kirin. Dema navê Mehmet Aktaß tê hildan, ji ber xwe ve kurdên Sovyetistanê têne bîra mirov. Ev têkilîdarî û hezkirina we ya bo kurdên Sovyetistanê ji ku tê? - Bernameyên dokumanter, belgefîlm bi lêkolînên baß ava dibin. Bêguman redaksiyona Ronahî tim lê dixebite, da ku tevahiya bûyerên li darê dinyayê, ku li ser kurdan in, pêßkêßî temaßekarên xwe bike. Karê em dikin ne ji bo min, ji bo temaßekaran e. Berî her tißtî em dibêjin: Em dê çawa bala temaßekaran bikßînin? Lê bi raya min kurd dixwazin hevdu nas bikin. Serpêhatiyên hev hîn bibin. Ji ber ku gelê kurd ji hev pirtî pirtî bûye, ji hev belav bûye.Wexta me bername li ser kurdên li Misirê çêkir, kurdên ku wekî ereban xuya dikirin, derketin, gotine me: "Em kurd in. Em ji eßîra nizanim Mala Koroxlî ne." Van tißtan gelekî bala temaßekaran kißand. Bînerên me gotin: "Binêr! Kurd li Misirê, Pakistanê û li Urdunê jî hene." Ev ji bo kurdan tißtekî nû bû û gelekî bala wan kißand. Li aliyê din kurdên Qafkasyayê bi çand, ziman û hêviyên xwe gelekî resen û orjînal mane. Sed sal berê hinek klam û stranên kurdî ji xwe re birine, îro hîna jî ev tradîsyon(kevneßopî) berdewam e. Lê hîn bi pêß de çûye. Ez jî dixwazim bigerim lê ev daxwaza temaßekar e jî. Bi baweriya min rojnameger her tim di nava gel de ne. Rojnamegerî li ser maseyê tê kirin. Divê ev bibe daxwaza me ye ya duyemîn ne ya yekemîn. Baß e. Ji bo pêßerojê we çi proje û plan heye? - Bi rastî ez jî baßebaß pê nizanim çendî bi rojnamegeriyê ve girêdahî ye lê ez dixwazim li ser dîrok, çand û jiyana kurdan belgefîlmekî sînemayê çêbikim. Di van 34 salên dawî de hin hewldanên min çêbûn, lê hîna jî projeyên bi dilê min nehatine pê. Bo nimûne; sedsal bi dawî dibe. Pêwîst e em belgefîlmê sedsala 20'an ê kurdan pêk bînin. Ji Serhildana ßêx Ubeydullan bigire heya Ýmraliyê. Ger em vî belgefîlmî çêkin û bikin 2030 beß, wê bi milyonan kurd pê perwerde bibin. Lê ev kar ne karê kesekî an du kesan e. Divê bi dehan rojnameger, bernamesaz û teknîker hebin. Ev xewnek e. Lê ez pê bawer im, siberoj ev belgefîlm dê bê çêkirin. Her çend evqas ne mezin bin jî, dusê projeyên min ên din hene û her wiha berdewamkirina Ronahî ye. Pißtî 101 salan hûn rewßa rojnamegeriya kurdî çawa dinirxînin? - Pêßeroja rojnamegeriya kurdî bi pêßeroja Tevgera Neteweyî ya kurdan ve girêdahî ye. Ji ber ku hîn sermayeya taybet a kurdan neketiye warê çapemeniyê. Sermayeya taybet a kurdan heye lê hinekî qels e. Ez dinyaya wan biçûk dibînim. Yanî sermayedarên neteweyî yên baß ên kurdan peyda nebûne. Hîna xwendevan, temaßekar û rêxistin alîkariyê didin saziyên çapemeniyê. Lewre ez dibêjim, wekî min di serî de jî got divê berpirsiyarên saziyên me, ji bo sedsala 20'an gelek projeyan hildin dest. Di serî de jî gihandina mirovên nû. Divê çapemeniya kurdi bikeve xeteke neteweyî. Ez ji bo pêßerojê bi hêvî me. Lê vê yekê, bi tenê rojnamegerên kurd ên profosyonel dikarin pêk bînin. Divê saziyên me xwedî proje bin. Her wiha divê em rûyê vegerînin sedsala 21. Mirov dikare bibêje zimanê çapemeniya kurdî kemiliye an na? - Mixabin bi her awayî zimanê rojnamegeriya kurdî nekemiliye. Dema mirov behsa rojnamgeriyê dike, du tißt têne bîra mirov: Yek bi kîjan zimanî? Du, zimanê taybetî yê çapemeniyê. Mixabin niha bi taybetî li bakurê Kurdistanê, zimanê taybetî yê rojnameyê nayê bikaranîn. Ev kêmasiyeke gelekî mezin e. Mesela Azadiya Welat bi kurdî tê weßandin û li dora 45 hezarî tê firotin. Lê em dibêjin bi tenê li bajarê Stenbolê 3 milyon kurd hene. Li bakurê Kurdistanê 15-20 mîlyon kurd dijîn. Lê çima evqas tê firotin. Ger mirov vê yekê bi tenê bi kêmzanîna zimanê kurdî ve girêbide, ne di cih de ye. Her wiha divê rojname û kovarên ku bi kurdî têne weßandin, bi teknîkeke wisa bêne çapkirin ku, bala xwendevan bikßîne û zimanê kurdî bi wan bide hezkirin. Wekî din pêwîst e ji bo perwerdehiya bi zimanê kurdî, di serî de MED TV, bikeve nava hewldanên mezin, da ku zimanê kurdî bi tenê nebe zimanê lîstik, muzîk û govendê. Divê bibe zimanê jiyana modern û her wiha bibe zimanê ragihandinê. Ma zimanê ragihandinê çêbûye? Bi baweriya min çêbûye. Mesela zimanê Azadiya Welat û kovarên ku li Swêdê bi kurdî derdikevin, ber bi standartbûnê ve diçe û rûnißtiye. Wekî din di bernameyên MED TV'yê de zimanekî kemilî tê bikaranîn. Di bernameyên em çêdikin de hêdî hêdî zimanê kurdî ber bi zimanê televîzyonê ve diçe. Bêguman ev pêßveçûnên baß in. Zor spas, da ku we dema xwe bo me terxan kir... - Ez jî spasiya we dikim û slavên xwe yên ßêrîn bo xwendevanên Azadiya Welat dißînim. Her wiha divê em hemû xwendevanên Azadiya Welat, her yek ji me xwendevanekî nû peyda bike. Divê em tîraja wê bigihêjînin 10 hezaran. Qet nebe berî sala 2000'î hedefa me ya biçûk ev be û em bibin rojnameyeke rojane. Êdî pißtî sala 2000'î rojnameyeke bi kurdî û rojane ji bo me ßert e, li ku dibe bila bibe. Portre: Mehmet Aktaß di nava rojnameyên tirk de dest bi rojnamgeriyê kir. Ew, girîngiyeke mezin dide zimanê rojnamegeriyê û wiha dibêje: "Divê zimanê kurdî bi tenê nebe zimanê lîstik, muzîk û govend e. Divê bibe zimanê jiyana modern û her wiha bibe zimanê ragihandin û înformasyonê. Ma zimanê ragihandinê çêbûye? Bi baweriya min çêbûye. Mesela zimanê Azadiya Welat û kovarên ku li Swêdê bi kurdî derdikevin, ber bi standartbûnê ve diçe û rûnißtiye." [AW70A3] Endamê MYK'ya KESK'ê Faysal Özçift: '1'ê Gulanê dê bibe qada bangawaziya kurdan' Endamê Lijneya Rêveber a Navendî ya KESK'ê Faysal Özçift ku di nav konfedarasyonê de sekreterê Beßa Mafên Mirovan e jî, der barê 1 Gulanê, muxalefeta civakî, tewra Türk-Ýß û Hak-Ýß'ê û çend xalên din de pirsên me bersivandin Birêz Özçift, em dixwazin ku hûn encamên hilbijartinan jî li ber çavan bigirin û wisa bersiv bidin. Li gorî we li vê cografyayê wate û girîngiya 1'ê Gulanê çi ye divê çawa bê pîrozkirin? - Di serî de dixwazim bibêjim ku 1'ê Gulanê îsal, dê ji pîrozkirinên 1'ê Gulanê yên berê zêde-zêde cudatir be. Ji ber vê cudabûnê, bi taybetî li bajarê Stenbolê hézên dewletê bi hewlên giran ketine nava tevgerê. Daxuyaniyên qedexekirinê ji raya gißtî re ragihandin. Lê li hemberî biryardarbûna muxalefeta civakî ku konfederasyona me jî tê de ye, mecbûr man ku gavên xwe bi paß ve biavêje. Di serî de Stenbol, li gelek bajarên mezin, dê cejna 1'ê Gulanê were pîrozkirin. 1'ê Gulanê, dê bibe qada bangawaziya azadiya gelê kurd. Her wiha dê bibe qada xwestekên karker û kedkarên tirk û kurd. Bêguman 1'ê Gulanê dê bibe roja jiholêrakirina astengî û qedexe kirinên li hemberî gelê kurd û kedkaran jî. Çawa ku di Newrozê de, tevahiya qad û kolan ji kurdan re hatin qedexekirin, bi zordarî û pest û kotekiyên giran bi ser Kurdan de çûn jî, bi ser neketin û qad û kolan dîsa jî kurdan re man, ez di wê baweriyê de me ku, vê carê jî, çiqas astengî derxin pêßberî me, dê gelê kurd û kedkarên tirk û kurd bikin ku kesên dixwazin ku naveroka rojên wiha watedar vala bikin, pißta stûyê xwe bixurinîn. Pêvajoya ku em tê de ne, bi rastî jî pêvajoyeke reß û tarî ye. Panoramaya ku pißtî hilbijartinê derket holê, panoramayeke karesat e. Di vê panoramaya reß û tarî de, qîrkirin û bangkirina daxwaz û xwestekên azadixwaz û însanî, gelekî girîng û watedar e. Ez di wê baweriyê de me ku, dê gelê kurd derkeve qadan û azadiya xwe bilêv bike. Gelê Kurd dê carekê din qîr bike ku roja wan nayê tarîkirin. Bi kurtasî ez bibêjim cejnên wiha qedexe bikin jî nekin ji, kevneßopiya têkoßînê dê her berdewam be. Türk-Ýß û Hak-Ýß'ê, der barê bihevre pîrozkirinê de helwesteke cuda nîßan dan. Diyar e ku ev sendîkayên navborî dê pîrozbahiyên xwe di salonan de heps bikin. Hûn vê yekê çawa ßîrove bikin. Helwesteke bi vî rengî dê bandoreke çawa li pîrozbahiyan bike? - Ne xêr! Helwesta van sendîkayan dê bandorê li pîrozbahiyan neke. Berê jî ketibûn nav keft û leftên wiha. Di destpêka salên 90'î de jî dema kesên ßoreßger û welatparêz derketin qadan, van herdu sendîkayan xwestin ku naveroka 1'ê Gulanê û ruhê tekoßûnê vala bikin. Pißtre bi armanca ku 1'ê Gulanê bikin "Rojeke fermî" di nav çalakî û xwepêßandanan de jî cih girtin. Lê mixabin girseyên xwe jî seferber nekirin. Em dikarin bibêjin ku TÜRK-Ýß jî, HAK-Ýß jî, di rastiyê de ne rêxistinên karker û kedkaran e. Îro her kes dizane ku ji bo berjewendiyên xwe û rejîmê kar dikin, ne ji bo karkeran. Wê karker bêyî van sendîkayan jî kolanan dagirin. We got ev sendîka ne sendîkayên karker û kedkaran e. Nexwe hûn wan çawa bi nav dikin? - Çawa ku dewleta tirk, ji bo rê li ber tekoßîna rizgariyê bigire, tevahiya mafên wan ên însanî binpê bike, qoriciyan derdixe holê û wan bi kar tîne; ez dikarim bibêjim ku TÜRK-Ýß û HAK-Ýß ji bo ked û rûmeta kedkaran binpê bikin, li ser keda wan rûnên, dixebitin. Ango ew jî sendîkayên qoricî ne. Jixwe di serî de, ev her du sazî bi destê dewletê hatine damezirandin. Li gorî we, di pêvajoyeke ku gurên boz dizûrin ango pêvajoyeke ku bayê neteweperestan berz û xurt bûye de divê helwesta sosyalîst û muxalîfan çawa be? - Wekî hûn jî dizanin, hilbijartinên derbasbûyî ji me re nîßan dan ku sosyalîst û çepgiran peywira xwe baß bi cih neanîne. Ji pirsgirêk û aloziyên gel dûrbûn, li gorî xwe wekî muxalefet hesibandin. Ji bo ku ji HADEP'ê dûr bikevin, li hincetan geriyan. Ev tewreke neyênî û handîkapeke mezin bû. Divê ev pêvajo bibe pêvajoya dersgirtinê û ji yekîtî û bihevrebûna sosyalîst û muxalîfan re, rê veke. Lewre jî 1'ê Gulanê ji bo vê yekê, li gorî baweriya min divê bibe destpêk. Bi hevrebûn û yekîtiyek heger li qadê pêk were dê ev yek ji bo pêßerojê jî bibe hêviyeke xurt û girîng. Birêz Özçîft, gotinên we yên dawî... - Li dijî hemû astengiyan jî ku Almanyaya Hîtler û Îtalyaya Mûsolînî tîne bîra mirov, ez bawer im ku kesên li cem azadî, ked û aßtiyê cihê xwe digirin, dê tu car serê xwe netewînin. [AW70A4] Kê çi got? Aydemîr Güler (Serokê Gißtî yê SÝP'ê): Di 1'ê Gulanê de em wekî SÝP li qad û meydanan e. Em dê dilsozî û girêdana xwe li hemberî ßehîdên xwe qîr bikin. Encamên hilbijartinê, girîngiya yekîtî û bihevrebûna çepgirên tirk û kurd baß radixe ber çavan. Pêwîst e ku em têkoßîna hevpar birêxistin bikin. Tê xwestin ku neyartiya bi kurdan re bê afirandin. HAK-Ýß û TÜRK-Ýß baß dikin ku dernakevin qadan. Lewre ew ne layiqî wan deran e. Ew axayên sendîkayan e. Divê di zûtirîn katê de li dijî faßîzmê xeta berxwedanê pêk were. Kemal Okutan (Endamê Meclîsa Partiyê ya HADEP'ê) Ji bo ku em xwe bigihînin gelê tirk ê kedkar û ji bo ku em mesajên rast bidid karkeran, em dê giraniya xwe bidin 1'ê Gulanê. Tevî zordarî û astengiyan, tevî politikayên ku mirovan ji dirûv dixin, em dê hewl bidin û 1'ê Gulanê li qadan pîroz bikin. Rêlibergirtina faßîzmê encax bi yekgirtina çîna karkeran pêkan e. Eniyeke bi vî rengî wê pißta vê pêla neteweperest û ßoven bißkîne. Di vî warî de çi ji destê HADEP'ê were dê bike û di vî warî de ji bo ku eniyeke çepgir saz bibe dê hewl bide xwe. 1'ê Gulanê ji bo vê yekê firsendek e. Divê kedkar û karkerên kurd xwedî li vê rojê derkevin, lewre ev roj ne di bin tekela tu kesî û rêxistinê de ye. Hakan Tahmaz (Endamê Lijneya Rêveber a Navendî ya ÖDP'yê) Diyar dibe ku neteweperestî û ßovenîzm di rojên pêß de wê zêde zêde derkeve pêß. Bi taybetî di pêvajoya darizandina Öcalan de, wê hin derdor vê hincetê jî bi kar bînin. Lewre jî divê hêzên sosyalîst û çepgir li hemberî vê pêla ßoven hißyar bin. Divê roja 1'ê Gulanê kesên alîgirê azadî, ked û wekheviyê ne bibin yekdil, yekmil û yekmêjî. Mehmet Kýlýçarslan (Cîgirê Serokê Gißtî yê EMEP'ê) Di yekê gulanê de, tevî sendikayên karkeran em dê li meydanan bin. Emê li gorî ruh û naveroka 1'ê Gulanê tevbigerin. Emê di bin ala fikra ku naveroka sendîkayan vala nake, lê, xurt dike de bin. Aßur Kurgen (Serokê Beßa Birêxistinbûnê ya DÝSK/Genel-Ýß'ê) Ji 15'ê avrêlê heta niha DÝSK Û KESK di nav dan û standin û xebatê de ne. Ez bawer dikim ku her çiqas TÜRK-Ýß û HAK-Ýß'ê biryareke qirêj jî girtibin, ßaxên van saziyan tevî karkerên wan guh nadin vê yekê. Di belediyeyên ku em birêxistin in de xebatên me bêrawestan berdewam in. Îro peywira hêzên demokasiyê girantir bûye, me hay ji vê yekê heye. [AW70A5] Serokê Yûgoslavyayê Slobodan Mîlosevîç : 'Berî NATO'yê "tevgera cudaxwaz" ne çekdar bû' Roja 26'ê avrêlê li ser navê Khou-TV'yê Dr. Hatchett bi Serokê Yûgoslavyayê Slobodan Mîlosevîç re hevpeyvînek pêk anî. Ji ber ku çapemeniya hêzên împeryalîst cih da daxuyaniyên aliyê din ê ßer, em hinek xalên girîng ên vê hevpeyvînê pêßkêßî we dikin. Serok Clinton we wekî qesabê Balkanan bi nav dike, ew we wekî Hîtlerekî nû û mirovekî din bi nav dike û berpirsiya hemû arîßeyên em li balkana pê re rû bi rû ne dixe stûyê we. Hûn bi rastî wekî ßexs kî ne? Hikûmeta we du ßeran dimeßîne li hemberî Yûgoslavyayê û li dijî gelê me. Yek ßerê çekdarî ye û yê din jî ßerê medyayê ango ßerê propagandayê ye. ßerê propagandayê berî yê çekdarî dest pê kir û armanca wê biçûkxistina welat, gel û serokatiya welatê me ye da ku gelê DYA bibe pißtevanê vê êrîßa çekdarî. ßerê medyayê nîßan dide ku amadekariyên wan ên ji bo êrîßê ji mêj ve hatine kirin. Lewre jî em qurbaniyên wan her du ßeran in. Qurbaniyên ßerê çekdarî gelê sivîl ê welatê me bi xwe ye. Lê qurbaniyên ßerê din ne bi tenê em in. Her wiha demokrasiya Amerîkayê jî qurbaniya vî ßerî ye. Heke li welatekî rêveber tim derewan ji gelê xwe re bikin, ramana gißtî li ser agahiyên derew pêk bînin, mirov li wî welatî nikare qala demokrasiyê bike. (...) Li gorî Clinton sedema kêßeya di navbera du welatan de nepejirandina peymana li Fransayê ye. Çima Yûgoslavyayê peymana navborî ßanenav nekir? We qala gotûbêjan kir, lê li Fransayê qet gotûbêj pêk nehatin. Di nava wan sê hefteyan de (du hefte li Rambouillet, hefteyek li Parîsê) di navbera lijneyan de hevdîtinek bi tenê jî pêk nehat. Lijneyên li wir nekarîn ji hev re peyvekê jî bikin. Lewre mirov nikare çêlî gotûbêjan bike. Îcar em bala xwe bidin lijneyê. Li aliyekî lijneya Sirbistanê heye ku nûnerên hemû civakên li Kosovayê di nava xwe de dihewîne. Digel nûnerên sirban sê heb jî nûnerên albaniyan di nava lijneya me de cih digirt. Li aliyê din jî lijneya cudaxwazan hebû. Ji mêj ve nêzîktêdayina me ya bo kêßeyê ev bû: Kêßeya Kosovayê dikare li ser bingeha wekheviya gelan û hemwelatiyan çareser bibe. Li herêmê sirb jî hene, 250 hezar sirb li wir dijîn û kalikên wan berî albaniyan li wir bi cih û war bûn. Kosova warê sirbiyan ê qedîm e, gelek perestgeh û cihên dîrokî yên sirban li wir hene. Li herêmê ne tenê albanî çaryek milyon sirb, 200 hezar misliman, 150 hezar misirî û 50 hezar tirk hene. Tevî ku tirk kêmtirîn gelê herêmê ye jî dibistanên wan hene û bernameyên televîzyon û radyoyan bi tirkî jî tên pêßkêßkirin.(...) Li Rambouilletê hate xwestin ku em serxwebûna Kosovayê bipejirînin, ne xweserî (otonomî) yê. Ez bawer im kes tißtekî bi vî rengî napejirîne. Em qala xweseriyê dikin, qala wekheviyê dikin, em qala serxwebûna tevgera cudaxwazên albanî nakin. Di wê hevdîtinê de ev tißt hebû. Ew dixwazin di nava Sirbistanê de dewleteke serbixwe pêk bînin. Lê di nava Sirbistanê de ew hindikahî ne, li her derê Sirbistanê albanî hene. Divê bê zanîn ku li Sirbistanê 26 hindikahî dijîn. Albanî jî di nav de bi tu qewmî re arîße derneketine. Arîße bi tevgera cudaxwaz a albanî re derketine. Heta mirov dikare bibêje tevgera cudaxwaz jî berî NATO'yê çek bi kar nedianîn. (...) Gelê Amerîkayê her roj di televîzyonên xwe de dîmenên trajîk ên penaberên albanî dibîne. Neteweyên Yekbûyî dibêje heta zêdetirî 532 hezar kes ji Kosovayê hatine vederkirin û ew di bin mercên gelekî giran de dijîn. Gelo polîtîkayeke we ya ji Kosovayê vederkirina albaniyan heye? Tu polîtîkayeke min û welatê min nîn e ku tu hemwelatiyên xwe ji tu cihê welatê xwe veder bikin. Divê ez bibêjim ku dema bi Xirvatistanê re ßer hebû, me hemû xirvatiyên li Sirbistanê parastin. Her wiha di dema ßerê Bosnayê de jî me hemû misilmanên li Sirbistanê parastin. Em ji hemû serdanvanên xwe yên biyanî re dibêjin ku Yûgoslavya mînakeke baß a nêzîktêdayina baß a li hemberî hemû hindikahiyên neteweyî ye. Li gorî me pîvana demokratbûna welatekî nêzîktêdayina desthilatdarên wî welatî ya li hemberî hindikahiyan e. Heke em bên ser pirsa we, rast e gelek kes ji Kosovayê direvin, ne tenê albanî gelek kes direvin. Ev jî encama bombebaranê ye. Her kes direve; sirb, tirk, mitrib, misilman û tabî albanî jî, serjimara wan ji gißkan zêdetir e. Ne tenê mirov-hemû giyanewer ji ber bombebarana NATO'yê direvin. (...) Pireyên ku neqediyane jî dibin hedefa NATO'yê. Ji roja ku êrîßên hewayî yên NATO'yê dest pê kiriye heta roja îro zêdetirî 30 pire bi bombebarana hêzên NATO'yê hatin rûxandin. Ji van bi hindikayî 3 heb bi 300-400 km'yî dûrî herêma Kosovayê ne. Tê gotin ku rûxandina van pireyan tu bandorê li ßerê Kosovayê nake lê ziyaneke mezin dide gelê Yûgoslavyayê. Hinek ji van pireyan hê di rewßa avakirinê (înßaat) ê de ne. Pireya li Ostruznica û pireya ku Kovin û Smederevo digihîne hev ji ber ku hê neqediyabûn bi tenê ji hêla kesên sivîl ve wekî peyarê dihatin bikaranîn. Ji rûxandina van pireyan gelê sivîl ziyanê dibîne. Hêjayî gotinê ye ku 4-5 pireyên ku hatine rûxandin li navçeya ku Miloseviç desthilatdariya herêmî winda kiriye ye. Nivîskar Harold Pinter ßerkar ßermezar kirin. Nivîskarê navdar Harold Pinter bi daxuyaniyekê êrîßên li ser gelê Kosovayê û êrîßên NATO'yê ßermezar kirin. Pinter di daxuyaniya xwe de da zanîn ku NATO gelê Sirbistanê ceza dike û Clinton jî bi vê helwesta xwe ya xeternak bi qasî Mîlosevîç sûcdar e. Da zanîn ku bi vê helwesta êrîßkar a NATO'yê derbeyeke kujende li Neteweyên Yekbûyî xistiye. Li gorî Pinter Clinton riya nebixêr a Bush û Reagan dikudîne û Tonny Blair jî li ser ßopa Thatcher in. Nivîskarê navdar Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê wekî hêzeke xeternak û jikontrolê derketî bi nav kir. Pinter bi bîr xist ku bi gemaroya li ser Iraqê nêzîkî milyonekî zarokên Iraqî hatine kußtin û niha jî bi vê biryarê gelê sirb tê kußtin. Gerry Adams : NATO durû ye Serokê Sinn Feinê Gerry Adams beßdarî civîneke "Ewlehiya Ewrûpa û Bêlayeniya Îrlandayê" bû di vê civînê de bal kißand ser durûtiya NATO'yê û xwest ku Kêßeya Kosovayê bi guftûgoyan çareser bibe. Adams Serokê Yûgoslavyayê Mîlosevîç jî bi tundî rexne kir û ew wekî îhlalkarê mafên mirovan ê mezin bi nav kir. Serokê Sinn Feinê di dirêjahiya axaftina xwe de da zanîn ku kesên mîna Mîlosevîç ji ber pißtevaniya NATO'yê bûne xwedan çek û hêzdar bûne. Gerry Adams diyar kir ku dewletên mîna Endoznezya û Tirkiyeya ku kurdan diçewsîne jî ji ber sersarî û durûtiya NATO'yê dikarin zilma xwe bidomînin. Adams xwest ku Îrlanda bêlayeniya xwe biparêze û nebe endamê NATO'yê. [AW70A6] MGK'ê biryara xwe bi cih anî Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên HADEP'ê bi dest ketine, MGK'ê rêjeya dengên ku dê HADEP bistîne berî hilbijartinê bo raya gißtî diyar kir û pißtî hilbijartinê jî ji bo ku dengên HADEP'ê dernekevin ser vê rêjeyê dest avêt hinek "bergiriyan". Tê gotin ku di lêpirsîna MGK'ê ya berî hilbijartinê de rêjeya pißtevanên HADEP'ê wekî %13 derketiye, lê ev rêje wekî %5 bo raya gißtî hatiye ragihandin. Li pey agahiyên ku çavdêrên HADEP'ê dane, ji bo bicihanîna biryara MGK'ê li gelek deveran rayên HADEP'ê hatine dizîn an jî betalkirin. Ev çavdêr bûyerên li cihên mîna Dêrsim, Îdir, Giyadîn, Mûß û Mêrsînê wekî mînak pêßkêß dikin. [AW70A7] Demirel li Washingtonê jî êrîßî çapemeniya kurd kir Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên cur bi cur bi dest ketine, Serokomarê Tirkiyeyê Süleyman Demirel di hevdîtinên xwe yên li Washingtonê de jî girtina Rojnameya Özgür Politika û DEM Ajansê xwestiye û ji bo girtina MED-TV'yê spasiyên xwe pêßkêßî Serokwezîrê Îngilistanê Tonny Blair kiriye. Serokomarê Tirk Demirel li Washingtonê bi Serokwezîrê Almanyayê Gerhard Shöder re hevdîtinek pêk anî û ji Shröder xwest ku ew jî gaveke wekî Îngilistanê bavêje. Hate gotin ku Demirel di hevdîtinên xwe de giranî daye ser înkarkirina Kêßeya Kurd, ev dîtin bi van gotinên Demirel jî hatin selmandin: "Em lê dixebitin ku têkiliyên PKK'ê yên navneteweyî qut bikin." Demirel bi boneya pîrozbahiyên 50 saliyê yên NATO'yê çûbû Washingtonê. [AW70A8] Serokê Dadgeha Zagona Bingehîn Demokrasî xwest Serokê Dadgeha Zagona Bingehîn Ahmet Necdet Sezer, roja 26'ê avrêlê di axaftineke xwe de nedemokratîkbûna zagona bingehîn a Tirkiyeyê anî zimên û xwest ku xalên antî-demokratîk bên guhartin. Sezer bal kißand ser nakokiya di navbera zagonên navneteweyî û xalên antî-demokratîk ên Tirkiyeyê de û pêwîstiya lihevanîna wan anî ser zimên. Serokê Dadgeha ku heta niha bi dehan partî bi biryara wê hatine girtin, jiholêrakirina zagonên ku li ber azadiya derbirina ramanê dibin asteng jî xwest. Zagonên ku guhartina wan ji hêla Sezer ve hate xwestin ev bûn: Zagona Tekoßîna Bi Terorê Re, Zagona Partiyên Siyasî û Zagona li ser DGM'ê. [AW70B1] 11 salên têr serpêhatî û têkoßerane: M. Selim Suncak Hevalê Hesen (M.Selim Suncak) di sala 1960'î de li gundê Tinatê bi ser Nisêbînê ve ji dayik bû. Malbata wî xizan û feqîr, bavê wî bi destekî bû. Xwißk û birayên wî, ji ber feqiriyê koçî Îzmîrê kiribûn. Hesen, li ber destê bavê xwe dima û karê malê hemû li ser milên bû. Lewre Hevalê Hesen hê zû ked û kedkarî nas kir. Hevalê Hesen mirovekî beßerxweß û devliken bû. Ew, pir bi hevalên xwe re girêdayî bû û her di ber hevalê xwe re cangorî dikir. Her ku diçû ber karik û pêz, yên cîranan jî bi xwe re dibirin. Lewma her kesî hez jê dikir. Di sala 1989'an de bi xurtbûna Partiyê re Hevalê Hesen jî têkoßîn nas kir. Xwendin û nivîsîna wî pir kêm bû. Salekê an jî du salan dibistan xwendibû. Her tim dixwest bi hevalan re bikeve perwerdehiyê. Li ser têkoßînê bi hevalan gotûbêjên dûvedirêj digerandin. Pißtî van gotûbêjan kêmasiyên xwe didîtin û lê dixebitî ku wan sererast bike. Dema heval dihatin gund, xwe digihand cem wan. Pir bala xwe dida hevalan û li wan guhdarî dikir. Lijneya herêmê, li gundên herêmê digeriya. Li gundê Hevalê Hesen jî lijneya gund hate danîn. Wî jî di nava lijneyê de cih girtibû. Pißtî vê yekê bêhtir bi Partiyê ve hate girêdan. Carekê bû dîlê axa Zivistanê dema gundî li hev rûdinißtin, dest bi galegal û latajotinê dikirin. Lê Hevalê Hesen dema li civatê hazir dibû, behsa rojeva ßoreßê dibû. Hevalê Hesen her tim bi lijneya herêmê re li gundan digeriya. Ew, her dem li ser perwerdehiya ciwanan difikirî. Ketibû taya peydakirina pißtgiriya hêza ciwanan. Ciwanan piranî bi xar û qurißê dilîst. Hevalê Hesen digote wan, ev tißtên bêkêr in, tißtên jê girîngtir hene. Pißtî demekê wî listîna xaran qedexe kir. Êdî Hevalê Hesen nema vegeriya gund, çalakiyên xwe ji derveyî gund dimeßandin. Di wê demê de, di navbera Partiyê û KUK'ê ßer derket. Hevalê Hesen bi xwe jî li dijî KUK'ê ßer kiribû. Pißtî ku ßer rawestiya, KUK'çiyan bi bêbextî Hevalê Hesen li Nisêbînê dîl girt û radestî Hesen Axa kirin. Berî wê demê Hesen Axa ji aliyê hevalan ve hatibû gulebarankirin û birîndar bûbû. Ji vê yekê li dijî Partiyê neyartiyeke dijwar dimeßand. Li derdora Axê sih-çil çete û tirßikçî civiyabûn. Ev kes li benda fermana Axê bûn ku Hevalê Hesen bikujin. Axa ji hevalê Hesen re dibêje: "Dev ji vê dozê biqere, em dê te berdin." Hevalê Hesen jî dibêjê: "Ez dest ji Partiya ku gelê kurd azad û serbixwe bike, naqehirim. Hûn min berdin, ez dê herim cem hevalan. Çi ji we tê bikin!" Axe lê dinihêre ku nikare Hesen radest bigire, serbest berdide. Pißtî ku Hevalê Hesen hate berdan, ew dîsa hate nava hevalan. Êdî Hesen têkiliyên xwe bi temamî ji malbatê birîn, 24 saetên xwe bi tekoßînê ve girêda û meßand. Pißtî serdariya Cûntaya 12'ê Rezberê Hesen û bi komek heval derket derveyê welêt û çûn Bekayê. Pißtî ku du salan perwerdehiya leßkerî û ramyarî dît, vegeriya welêt û hat herêma gundê xwe. Lê Hesen ji hêla leßkerî û ramyarî ve xwe pir bi pêß xistibû. Bi heval û welatparêzên kevn re, ji herêmê û hetanî metropolan têkilî danîn. Ji bo ku Hesen xwe bigihîne welatparêzan û gel, xwe dikir her ßiklî. Rojekê diçe mizgeftê, di nav gundiyan de nimêjê dike. Gundî hemû ji mizgeftê derdikevin, Hesen û mele tenê dimînin. Mele nasê Hesen e, lê wî nas nake. Mele xwe ji tirsa dißtexilîne. Hesen dibêjê: "De we re mele... ku em herin mal." Li ser vê, mele ji tirsa ßaß dibe. Peyre Hesen dibêje mele: "Netirse! Ez ne biyanî me, dost im." Dawiyê mele Hesen nas dike û diçin malê. Hevalê Hesen ewqas li derdora gundê xwe geriya, lê rojekê jî neçû mala xwe, xwe bi dê û bavê neda naskirin. Rojekê bavê Hesen li nav rezê xwe bû. Hevalê Refîk bi hevalê Hesen re li cem bavê Hesen bû. Hevalekî ji bavê Hesen pirsî: "Mamê Hecî ma tu zarokên te tunene, ku tu bi wê kalîtiya xwe kar dikî." Bavê Hesen dibêje: "Lawekî min hebû mîna we derket nav telebeyan. Ez nizanim sax e an mirî ye." Heval gotê: "Ma ku tu Hesen bibînî tu yê nas bikî?" Bavê Hesen got: "Ev çend sal in min neditiye. Ma ezê ji ku nas bikim." Hevalê Hesen li wir xwe bi bavê xwe nade naskirin û veqetiya. Pißtî ku veqetiyan û ßûn de, hevalekî Hesen rexne kir û gotê: "Çima te xwe bi bavê xwe neda naskirin." Hesen gotê: "Bavê min nizane derewan bike. Her roj serbaz wan dibe qereqolê, ku jê bipirise ma te lawê xwe dîtiye? Wê bavê min bibêje: 'Belê min dîtiye'. Ji ber vê yekê min xwe bi bavê xwe neda naskirin." Hevalê Hesen rojekê bi milîsekî re silavan ji bavê xwe re dißîne. Bavê Hesen dibêjê: "Silavên wî li ser çavan. Lê ku lawê min be, wê bê guhê ... jê ke." Milîs vê meselê ji Hesen re dibêje, Hesen dibêje: "Em ketine taya qezenckirina însanan, bavê min dibêje: 'Were guhê ... jê ke'." Sê caran birîndar bû Hevalê Hesen li gelek heremên Kurdistanê xebat kir û bi awayekî neyê hejmartin, bi dijmin re kete tûßê (çatýßma) û cerdî ser dijmin kir. Gelek caran ji xefik û kemînên dijmin filitî. Sê caran di tûßê de birîndar bû. Cara yekemîn li ßirnexê, cara duyemîn li Midyadê, ya sêyemîn di sala 1987'an de li Nisêbînê li gundê Mûßtînê, heval civîna herêmî dikin. Heval hîn di civînê de bûn, xayînê Ehmedê ßêxê ji nav refê hevalan direve û bi hezaran leßkerî tîne ser wan. Dijmin hevalan dorpêç dike û di nav wan de tûß derdikeve. Li wê derê pênc heval ßehîd dikevin. Hevalê Hesen jî birîndar dibe. Xwe bi zikißkê, di nava pezê ßivanekî ve dikißîne gund. Dijmin bi dû rêça xwînê de diçe gund. Lê berî ku dijmin bigihêje gund, Hesen birîna xwe derman dike û ji gund derdikeve. Lê dîsa jî dijmin ßopa xwîna wî dibîne û dide pey ßopê. Di nav Hesen û dijmin de tûß derdikeve, hetanî ku tarî bikeve erdê. Peyre Hevalê Hesen ji cihê ßer vedikiße û xelas dibe. Taybetiyeke Hevalê Hesen a din jî; yazdeh sala di nava ßerê çekdarî de ma, rojekê xwe bi dê û bavê xwe neda naskirin û bi wan re nehate dîtin. Qet berjewendiyên malbatê nedixist pêßiya berjewendiyên Partiyê û gel. Xwe ji hêla girêdana malbatê ve azad kiribû. Di nav ßer de hatibû qusandin. Ji hêla ramyarî ve jî, ji rewßa gel fêm dikir û ji tengasiyên gel re dibû çareserî. Hevalekî sernerm, bêhnfireh, zarxweß, bi mezinan re mezin, bi zarokan re zarok û cengawer bû. Ji vê yekê, mirovên herêmê pir jê hez dikirin û lê guhdar dikirin. Sala 1989'an de, di Lijneya Eyaleta Mêrdînê Herêma Duyemîn de cih girtibû. Peywira fermandariya hêrêmê girtibû ser xwe. Hevalê Hesen kir ku gelek cerdevanên herêmê çekên xwe deynin. Bi vî awayî dengê Hesen bi serfirazî û cangorî belav bûbû û dihate zanîn. Ji zarokên biçûk bigire hetanî kal û piran, ku mirov digot Hesen, dikaribûn bi rojan qala wî bikin. Ewqas xwe bi wan dabû hezkirin. Hevalê Hesen û koma wî li Midyadê bi dijmin re dikeve tûßê. Dijmin bi hêzeke giran bi ser wan de diçe. Sê rojan tûß berdewam dike. Hesen bi du hevalên xwe ve tê Nisêbînê. Li wê derê jî livbaziyekê dikin û diçin mala hevalekî xwe. Hinek pêdiviyên xwe pêk tînin û ji gund derdikevin. Birayê hevalê wan jî, bi wan re derdikeve hetanî derveyî gund. Dinêrin ku dijmin wan teqîb dike. Ji vê yekê, kesê gundî nikare vegere gund. Ji neçariyê heval dibêjinê: "Îßev bi me re bimîne. Sibê vegere mal." Her çar heval têne li hemberî gundê Hatxê dikevin stargehê. Wexta ku dikevin stargehê dijmin wan dibîne. Sal 1990, sisêyê meha remezanê bû. Dijmin derdorê stargehê bi tanq û topan dorpêç dike û di kozikan de cih digire. Haya hevalan ji tißtekî tuneye; li benda sibehê ne ku mirovê gundî bißînin mal û dest bi kar û xebateke nû bikin. Bi ßehadeta wî serhildan li dar ket Fermandarê artêßa ßerê taybetî, bi dengekî qure û ji xwe bawer dibêje:"Terorîstno radest bibin! Me hûn dorpêç kirine." Wexta wiha dibêje Hevalê Hesen di kêleka stargehê re serê xwe derdixe, lê dinihêre ku dijmin derdora wan girtiye. Heval ji bo ku naxwazin yê gundî tevî wan ßehîd bikeve, dibêjine wî: "Emê te tazî bikin û derkeve. Ku ji te pirsîn, bibêjê 'Bi zorê ez revandim. Hûn dibînin kincên min hemû ji min kirine.'" Mirovê gundî naxwaze derkeve, lê nikare bi ya hevalan neke. Xwe tazî dike û xwe diavêje ser devê stargehê. Bi derketinê re dijmin le direßîne û birîndar dibe. Yê gundî dibêje: "Ez ne terorîst im. Ez bi zorê revandime." Hesen û hevalê xwe dijmin baß nas dikin, bi rewß û hovitiya wî zanin. Radestbûn qet nayê bîra wan. Her sê heval li hev dinihêrin û xwe diavêjin stûyê hev, xwe li hev dipêçin, hev têr maçî kirin û ßûn de ji hev re dibêjin: "Serkeftin" Her sê heval çekên xwe dißkênîn û bi hev re dibêjin: "Berxwedan Jiyan e. Bijî Serok Apo. Bijî Serxwebûna Kurdistan." Hevalê Hesen devê demançeya xwe dike bin argûßka xwe û lingê wê dikßîne. Her dû hevalên din jî çembilê narîncokê dikßînin û xwîna her sê hevalan tevîhev dibe. Pißtî ßehadeta Hevalê Hesen û mirovên wî û gel cendekê wî bir Tinatê. Bi bihîstina ßehîdketina Hevalê Hesen re ji Kerboran, Nisêbîn, Hezex, Mehsert û gundên derdorê, gel bi jin û zarokan ve, kincên xwe yên rengereng li xwe kirin û xwe xemiland. Bi qamyon, texsî û dolmîßa hatin ser gora Hevalê Hesen. Hesen li ala Partiyê pêçan, bi lîlandin, govend û dîlanê wan ew kir nav kerwana ßehîdan. [AW70B2] 'Ez hesreta te nebim mirinê': Evîna Fatima Salih Axa û Mihemedê Mîrê Hoska (2) Wê demê Fatim bi serê lêvan dikene û bi dengekî mêkewî bi hawe diavêje ser lawkê ßivan: Ê de lo lo lawiko lo lo...! Devê min nagere ez bêjim ßivano! Min tu car ne dîtiye û ne jî bihîstiye ßivanan beran û nêrî, vegerandine ji bo bêriyê Ê de lo lo lo lawiko mêvano lo lo...! Wê demê Mihemed dev lê ziwa dibe, ji fediyan di xwe de dicemide û ßeqiz dibe. Careke din Fatim dest pê dike: Ê de begê min dilê min dibêyo Ê de mîrê min dilê min dibêyo Erê lawiko ez dên û bala xwe didimê Lingên te ne lingên çaroxan e Milên te ne milên kurk û kulavan e Destên te ne destên dar û çovan e Ay de lo lo lawiko mêvano lo lo...! Erê lawiko ez dên û bala xwe didimê Lingên te lingên zeng û qonderan e Milên te milên abayê Besraniyan e Xwezî te derdê xwe ji min re bigota Gelo çima tu hatî ji bavê min re Li vê çola hanê bûyî ßivan e lo lo...! Ay de lo lo lawiko mêvano lo lo...! Mihemed wê demê tê derdixe ku ew Fatima Salix Axa ye. Lê, xwe qure dike û li xwe danayne, lê vedigerîne: Erê xatûnê dilê min dibêyo lê! Jixwe zozana bavê te bi jimare heye Xatûnê van henek û tinazên xwe bi min neke Qey nesîbê min di nanê bavê te de tuneye De ezê herim lê lê xatûnê lê lê! Fatim dên û bala xwe didiyê ku ev lawikê xweßik pir delalî û nazik e û ji ber van gotinên wê xeyidiye û wê here. Vê carê xwe nerm dike û li ber digere, dibêje: Erê begêm dilê min dibêyo lo lo...! Rast e zozana bavê min qaet li me ye Bi hezaran pezên bavê min bi jimar e heye Êvarê tu were pezê bavê min mexel ke Tu berê xwe nede odeya axan û melan e Rûnenê li ber wan e, guh nede gotinên wan e Ceneta wan ji te re lazim nîn e Tu ßeva nîvê ßevê were di kozê de Li taximê sing û berê min karxezalê Ji xwe re li ceneta rastîn mêze ke lo lo...! Ay de lo lo lo lawiko mêvano lo lo...! Vê carê Mihemed dibersivîne: Erê xatûnê dilê min dibêyo lê lê...! Lê lê xatûnê min digotî tu keça axan î Lê, min nizanîbû tu qeßmera li destê ßivanan î Evan karên tu dibêjî, tu têkiliya min bi wan tune ye Duwanzdeh zarokên min li mal in, çavên wan li riya min e Ez hatim temîn bikim abora zarokên xwe ye Lê, ji ber evan gotinên te, ezê herim bi xatirê we ye lê Ay de lê lê lê xatûnê lê lê...! Fatim bihêrse dibê: De here karê xwe lo ßivano lo lo...! Ez Fatima keça Salih Axa me Kevokeke spî li ser ban û xêniya me Sing û berê min wek zer ßemamokan e Ne layiqê devê te yê genî, ßivanê pezan e lo lo...! Ay de lo lo here karê xwe ßivano lo lo...! Wê demê cariya Fatimê xwe diavê navê, tirsa wê di Mihemed de ye. Carî dibêje: Erê xatûna min dilê min dibêyo lê lê...! Eyb û ßerm e ji te xatûnê ye Ger bavê te bi evan gotinên te bihese Qesem dikim wê poz û guhên te jêke Wê te weke qerwaßekî berde nav êlê ye lê lê...! Ay de lê lê lê xanima minî lê lê...! Fatimê, dên û bala xwe dayê ku zêde here, wê carî here li ber bavê wê qelaçiyan bike û wê bavê wê hew bihêle ku ew were bêriyê. Jixwe, ger Mihemed rast bixeyide here, wê ew hesret hew ji dilê wê derê. Wê ßevê ji ber bayê eßqê hiß û aqil di serê Fatimê de nemabû. Fatimê, dil û aqil avêtin ber qapanan û mêzînê, lê her tim dil giraniya xwe diavêt ser aqil. Kete roja dinê, Fatimê careke din xwe xemiland û da pêßiya bêrîvanan ku careke din werin bêriya sibehê. Lê, vê carê ka hela em binihêrin Mihemed çi kiriye? Hîn ku bêrî nehatine, Mihemed ji ßivanên hevalên xwe re dibêjê: "Ezê herim li wê mesîla hanê xwe dirêj kim, ger bêrîvan hatin li min pirsîn, bêjin, Mihemed nexweß e." Fatim û bêrîvanan hêdî hêdî rê girtin û hatin bêriya sibehê. Dên û bala xwe dan ku Mihemed ne xuya ye. Aqil li serê Fatimê nema li çolê. Cariyan berê xwe dan Fatimê gotin, Agir bi mala bavê te neketê, hingî te serî da ser rebeno, ji destê te neqedande. Êdî em nizanin ku rebeno çû ku derê? Fatimê, lez û bez kir, xwe gihande ber ßivanan û gote: "Hûn bidin xatirê Xwedê, lawo ka bêjin ew ßivanê duhîn ji kîjan welatî bû û di kîjan rê de çû? Lezkin ji min re hespekê vegerînin ez lê siwar bim û bidim ser ßopa wî." ßivan dibêjin, "De xatûna me. Wele devê me nagere em bêjin. Mihemed nexweßê bêhal e. Wa ye, li wê mesîla hanê razaye." Ewê demê Fatim weke pezê xwê xwaribe û xwe bikißîne ser avê, berê xwe dide mesîlê, cihê Mihemed lê razaye. Dema çav berdide Mihemed, dibêje: "Wey stûyê min bißikê, çavên min derên. Ez vegerim bidoßim ßîrê mihan. Bînim, berdim qirika ßivanê delal. Belkî bißîne ßîfake xêrê Xwedanê rehman." Mihemed, serê xwe radike, çavên xwe vedike. Fatim cardin dest pê dike: Erê mîrê min dilê min dibêyo lo lo...! Mihemedo dilê min vê sibehê dilekî tenik e Li vê çola hanê tu qusûrên min ef bike Qey duh min ji te re çend gotin gotibûn Dilê te ji min maye, loma tu nexweß î vê rojê ye Qesem dikim ger eslê te mirtib û qereçî be Cardin tu ser serê min û bavê min qebûl î lo lo...! Ay de lo lo lo de lo lo nexweßo lo lo...! Ev car Mihemed dest pê dike: Erê lê lê Fatimê dilê min dibêyo lê lê...! Konê mala bavê te mezin e weke xan e Aliyek deßt e, yek zozan e Di ser de girtiye mij û moran e Xwedê xera ke mala pîrê Digot, Fatima keça Salix Axa Xweßikbûna wê bi nav û deng e, li mala bavê xwe giran e Sê rojên ßivanan naqedin roja çaran tu li dû wan î Ay de lê lê lê xatûnê lê lê...! Dema Mihemed van gotinan dibêje evcar, Fatim xwe dixeyidîne. Mihemed li ber digere, dibêje: Erê lê lê Fatimê dilê min dibêyo lê lê...! Konê bavê te mezin e weke xan e Aliyek deßt e, yek zozan e Bi Xwedê konê bavê min ji yê te bêtir e Ez Mihemed im lawê Mîrê Hoska Li ser gotinek pîrê, ketime ser riyan û dirban Min li xwe kiriye çarox û kulavê ßivanan Giß ji bo xatirê qama bûkanî, bejn û bala zirav Ka hela bibînim Fatima Salih Axa li vê dinê Hesreta dîtina te xatûnê bi xwe re nebim mirinê lê Ay de lê lê lê Fatima min î lê lê lê...! Dema Mihemed van gotinan dibêje Fatim jî, vedigere, tê cem û her du bi hev re li ser bext û dîn û îman soz û biryar didin hev. Li ser qewlê ßivantiyê, ßeß mehên Mihemed bi ßivanî diqedin. Mihemed berê xwe dide mala xwe û malbata xwe digire, tîne mala bavê Fatimê. Bi qewl û resûlê Xwedê Fatimê jê re dixwazin. Dawet û dîlana wan li dar dixin û Fatimê digirin ji Mihemed re dibin. [AW70B3] Xewnên bi zimanê biyaniyan Her tim ku çavê wî bi qonaxa Xurßît Axa diket, hêrseke tolhilînî û nediyar diket ser dilê Kîrkorê "Gawir". Berî êvarê ku naxir ber bi çipilê Deßta ßatir Hoyuka ku di bin siya çiyê de xemilî de kir, ew qonax wekî hêlîna têyrê baz li ser kulingê zinêr xuya dibû. Ji bo Kîrkor, mesûlê ev germa ku deßtê diqewirîne, ew vizikên ku paß roavan li neslê însên dibin dujmin, ew çipilê ku siwaran bi lenîßtok ve dadiqurtîne, koremarên ku bi çokê dayikên ku zarok li ber siya dara dimêjîne digire, çavkaniya zilma ku hemû malbata wî di çola ereb de bi osmaniyan dabû kalkirin ew qonax bû. Her êvar ku naxir li nav hoxên xulaman belav dibû, dûre dinêrî û li ser wî parçeyek nanê ku xwedanên naxirê, bi bez didan wî difikirî. Di dilê xwe de li yê Çarhestî hêrs dibû. Ewê ku gotibû "lawê min" û Kirkor ji dest leßkerên osmaniyan filitandibû... Yê Çarhestî konê xwe yê reß û heßt stûn li kêleka gundê ermenan vegirtibû. Cara sifte ku Kîrkor Çarhestî ditîbû. Ew di hewßa wan a mermerî de bi bavê Kîrkor re rûnißtibû û fîncanek qehwa fal vedixwarin. Wan bi hevdu re bi kurdî qise dikir. Nêzîkî hemû ermeniyan zimanê kurdî dizanin. Lê kurdan wekî zimanê ermeniyan, zimanê cîranên xwe nedizanîn. Dema ku koçerên kurd konê xwe li kêleka gundê ermenî vedigirtin, gund ßên dibû, nêzîkî du hefteyan mirov digot qey li nav gund cejn heye! Kurdan penêr, mast, rûn, lor û hwd. didan ermeniyan û ji ermeniyan qenewûç, sandix, qaw û qeçax, fraq, tißtên ku bi dest, bi huner dihatin çêkirin û mucewherat digirtin. Navbera Haçîkê ermenî bi Çarhestiyê kurd re dost bû. Dîsa koçer ji zozanan daketibûn deßtê û konên xwe li kêleka gund vegirtibûn. Haziriya zivistanê dikirin. Payîz bû. Roj li ezmên wekî neynûka di bêrîka ciwanan de dibiriqî. Ji aliyê Kömürlüyê ve keriyek siwar di nav toz û dûmanê de derket. Bayê xerbî dabûn paß xwe û ber bi gund ve dihatin. Bavê Kîrkor, Haçîkê ermenî ku van çend mehên paßîn di nav gund de bi telaß diçû û dihat, dema ku Mifreza osmaniyan dît, dîsa tevî yê Çarhestî di hewßa mermerî de li bin dara hêjîrê qehwe vedixwar. Haçîk haziriya ßandina dibistanê ya lawê xwe Kîrkor, dikir. Dixwast Kîrkor jî wekî her du qîzikên xwe yên mezin bißîne Swîsreyê. Kîrkor tekane lawê malê bû. Her du xwißkên Kîrkor li mal bi hev re bi fransî qise dikirin, ji bo ku Kîrkor wan fêm neke... Kîrkor di dilê xwe de digot: "xwezî min jî ji zimanê tilsîmî fêm bikira, belkî însan dikare.. hiqest tißtên balkêß û xweßik bibêje... Çi zimanekî xweß e, ez jî biçim dibistanê û vî zimanê nepen hîn bibim....Fîskosên xwißkên xwe fêm bikim. xwißkên ku her tißtî ji min vedidizin. Kîrkor heya niha encax bi zimanê ermenî û kurdî dizanî. Ew mêvanên ku ji welatên dûr dihatin ba bavê wî, kî dizane çiqas tißtên xweß û balkêß bi vî zimanê ecêb tînin zimên! Her tim dema ku mêvanên ji dûr dihatin mala wan, Kîrkor bi dilxweßî li kêlek mîndera bavê xwe, çenga xwe dida ser jûniyê bavê xwe û dixwast maneyên zarokî bide peyvên ku ji devê mêvanan diweßiyan. Dereng, bi ßev ku ew di xew de diçû, serî li ser jûniyê bavê xwe, hemû xewnên wî bi wî zimanê nepen ku wî jê fêm nedikir bûn. Kîrkor bi zimanê xewnên xwe nedizanî. Digot, "dema ku ez mezin bibim, ezê xewnên xwe tercûme bikim. Yek jî ezê sira fîskosên xwißkên xwe derxim holê. Her tim ku Kîrkor zarokatiya xwe dianî bîra xwe weneyên ku di xeyala wî de mabûn di bin lingên hespên mifrezeyên osmanî de dibûn toz û dûman, torî û êbrûtî li hev û du diqelibî... Bîranînên wî dibûn wekî wan xewnên wî yên bi zimanên biyanî. Herçî ku porê xwißkên xwe dianî bîra xwe... Ew porê ku mifrezeyên osmanî bi destê xwe dißidandin û di erdê re dikißandin, ji axûjehra hemû marên deßtê zêdetir, êßek kûr xwe berî dilê wî dida. Cihêzên xwißkên wî, marik, mucewherat, destmal û ew tißtên zêr û zîvîn ên ku di sandoqa bi qenewûç û neqßa ku bi destê pîs û gemar hildiweßandin, dibû tîrên pozbijehr û lanetkirî û êßên giran xwe didan laß û dilê wî. Wêneyê herî zelal ê zarokatiya wî rûyê dayika wî bû. Ew rûye ku li ber tava rojê rengekî paxirî girtî. Qirbaçî osmanî rûyê dayika Kîrkor kiribû du ßaqan... Vîqe vîqa jinên ermenî qet ji guhê wî dernediket. Tîrêjên rojê destên wî dilerizandin. Eger ku Çarhestî bi destê wî negirtibûya Kîrkorê dilê mifrezeyê bi neynûkan derxista, biguvaßta û xwîna ku dê jê dilop bikira vexwara.. Dema ku mifreze ber bi wî ve hatibû, Çarhestî bi tirkî bi mifrezeyê re peyivîbû û mifreze destê xwe nedabû Kîrkor. Bi salan ßûn de encax bi ser vebûbû ku Çarhestî wê demê ji mifrezê re gotiye, "ew lawê min e". Gundiyên ermenî bi benan bi hevdu ve hatin grêdan, di bin qirbacên mifrezeyan de li ewrên toz û dûmanî yên deßta germ qelibîn... Ewran, niha li ser dilê Kîrkor giraniyeke dûr û kûr hasil kiribûn. Çarhestî bi destê Kîrkor girtibû û ber bi konên eßîrê ve diçû. Dema ku Kîrkor çû bin kon, zarokên eßîretê ew bi çavên wekî heyvê, bêdeng dawetî lîstika xwe dikirin. Ji wê rojê vir de Kîrkor jiyan wekî lîstikek zarokî hilgirte destê xwe. Kî dizane, belkî du, belkî sê û belkî pênc payîz paßî ku dê û bavên Kîrkor bi hemû gundiyan re li xweliya deßtê qelibîbûn û bûbûn ewr, telaßek mezin di konên eßîrê de derket. Hîn çend roj berê heft hespên eßqiyayên kurd tazî daketibûn deßtê. Ji tazî daketina hespan hate fêmkirin ku heft peyayên kurd hatibûn kußtin... Yan jî tißtên xirab bi ser wan de hatibû. Hespên tazî dihatin vê maneyê. Rîspiyên eßîrê ji dûr ve li hespan dinêrîn û bi çavên dûr û kûr difikirîn... Dema Kîrkor fêm kir ku biryarek muhîm hatiye girtin, bêkesiya ku heta niha di hundirê xwe de veßartibû ew bi kulîlkên dara hinarê re kire sirdaß. Di gêrkirina konan de Kîrkor fêm kir ku ev koça ne wekî koçên din e. Ne dema zozanan bû. Ev koça bi rê ket, li rê rêz bû. Di wê teqereqê de kes ji tunebûna Kîrkor hayedar nebû. Wî xwe di nav diriyan de veßartibû û li karwanê koça ku bi dûr diket dinêrî. Koç di paß çiyayên bilin de çal bû. Êdî ew bi tenê bû. Dengê emeleyên ku li înßaata qonaxa Xurßît Axa dißixulîn ew bi xwe hesand. Dema ku ew çû ser înßaatê emeleyan xebat berdabûn. Bêhnvedana nîvro bû. Bi xwe zembîl berda binê bîrê û av ji emeleyên feqîr re kißand. Kesî ji wî re qet tißt negotibû. Û tißtek jê pirs nekiribû. Êdî herçî dema ku emele tî dibûn, bang Kîrkor dikirin û av ji wî dixwestin. Kengî ku dawî li înßaata qonaxê hat Xurßît Axa ew dabû ser karê sakiyî (av wan) yê qonaxê. Bi salan karê sakîtî kir. Ji ber ku Xurßît Axa di qirkirina ermeniyan de alîkariya dewletê kiribû, dewletê zeviyên ku serê sibê di bin siya çiyê de dimîne dabû wî. Serê sibê siya çiyê davête ser gundê Kîrkor jî. Kîrkor kal bû. Axê sakiyên cîwan girtin. Êdî Kîrkor naxirvanî dikir. Kîrkor li dû naxirê, giran giran dimeßiya û digot: Êdî bes e, de bila ew lîstik biqede, bila biqede! Çend payîz derbas bûn kes nizane, Kîrkor di nav xewn û xeyalên marên ku li bin darên hinarê ku xwe bi kulîlkên xwe xemilandin bi lîstika evînê dilîstin ve çû.. Deßt germ û zer bû. Pir wext derbas bûbû ku koçerên kurd venegeriyabûn. [AW70B4] Di Mihrîcana Fîlman de: Fîlmên Îranî bûn 'ßêrînê ber çavan' Tirkiyeyî û kurdistaniyên bakurî, ligel ku sînema, wêje û hunera rojavayî "heta heft bavên xwe" dinasin jî, wêje û hunera rojhilatî "bi qasî misqalê zer" jî nas nakin. Tißtê balkêßtir, naverok û tevna roman û fîlmên rojhilatî bi her awayî bêhtir nêzîkî jiyan û berbora kurd û tirkan e. Nasnekirina huner û wêjeya rojhilatî, bes bi kêmßarezayî û pêßneketina cureyên nûjen ên wêje û hunera rojhilatî ve ne girêdahî ye. Her wiha zihniyeta oryantalîst û neteweperest jî, rê li ber danûstandina gelan digire. Bo nimûne di hin biwêjên tirkî de ev helwest xweß diyar e: "Ku min jê tißtek fêm kiribe, ez bibim ereb", "Mîna porê ereban bû" hwd. Lê xuya ye ev zihniyet û pêßdarazî hêdî hêdî tê ßikênandin. Ev yek bi fîlmên îranî, di Mihrîcana Fîlman a Stenbolê ya 18. de cardin berbiçav bû. Lewre jî di vê mihrîcanê de fîlmên îranî bûn "ßêrînê ber çavê" bîner û temaßekaran. Gelek kesan ji ber ku bilet peyda nekirin, nekarîn li fîlmên îranî temaße bikin. Di vê mihrîcanê de, ku dê heya 2'ê gulanê li dar be, 8 fîlmên îranî hatine pêßkêßkirin: Jina Gulanê (Rakhshan Banî-Etemad), Mala Hevalê Min Li Ku Ye (Abbas Kiarostamî), Ji Nêzîk ve (A. Kiarostamî), Û jiyan berdewam e (A. Kiarostamî), Çêja Gilyazê (A. Kiarostamî), Sêv (Samîra Makhmalbaf), Reqsa Xubarê (Abolfazl Jalîlî), Leyla (Dariush Mehrjui). Di nava van fîlman de fîlmên ku herî zêde balê dikßînin ên Abbas Kiarostamî ne. Kiarostamî wekî yek ji baßtirîn derhênerên cîhanê tê binavkirin. Di fîlmên Kiarostamî de, wekî gelek derhênêrên rojhilatî, tevna fîlm li ser derûniya mirovan, arîßeyên malbatî û hezkirina jiyanê têne rêstin. Bi taybetî zarok û derûniya zarokan, di fîlmên derhênerên îranî de cihekî taybet digire. Bo nimûne fîlmê "Mala Hevalê Min Li Ku Ye" li ser derûniya zarokan ßaheserek e. Dîsa fîlmên "Sêv" û "Reqsa Xubarê" der barê dijwariyên li ser zarokan û hezkirina wan hatine sazkirin. Ev taybetî li cem hemû derhênerên rojhilatî peyda dibe. Her wiha di wêjeya rojhilatî de jî cihê zarok gelekî girîng û karîger e. Her çend, ji ber ku derhênerên rojhilatî nikarin li ser bûyerên siyasî fîlman saz bikin, bêhtir bala xwe didin ser jiyana rojane û derûniya mirovan jî, li aliyê din jî zarokatî ji ber ku li rojhilatê sext û dijwar e, ji bo derhêneran mijareke balkêß û hêja ye. Li aliyê din taybetiyên belgeyî yên derhênerên îranî jî darî çav dibe. Carna dirûvê belgefîlman li fîlman dikeve. Lê ev yek wekî pîne xuya nake û bîner xwe li fîlm berdide. Wekî din ligel kêmderfetiyê, fîlmên îranî di warê dîmensaziyê de serketî ne û mirov pê ditamije. Fîlmên îranî berî hemû neteweyan bo kurdan girîng û hêjayî temaßekirinê ne. Lewre ji zimên bigire heya dirûvê mirov û avahiyan tîneke kurdewarî jê difûre. Her wiha fîlm bi vî rengî wê hemdilî û hevgiriya gelan xurt bikin û rê li ber danûstandinê vekin. Pißtî temaßekirina fîlman, tu dibê qey mirov "birayê xwe yê windakirî" dîtiye. [AW70B5] Ji kedkarên welatparêz kovareke nû : Emekçiler Di civaka kurdan de hêdî hêdî hemû kategoriyên civakê di qadên xwe de bi perspektîfên pîßeyî dengê xwe bilind dikin. Di nav kurdan de kedkar, karker, karmend, çi dibe bila bibe, di warê xwe de, xwe wekî eniyekê, wekî mewziyekê dibînin. Kovara mehane ya nûçe-ßîroveyî Emekçiler (Kedkar) jî yek ji berhemên van kategoriyan e. Emekçiler, ji aliyê kedkarên welatparêz ve tê derxistin. Hejmara yekem a kovarê digel astengiyên dewletê di meha avrelê de derket pêßberî xwendevanan. Edîtorê kovarê, di nivîsa despêkê de diyar dike ku wan plan û projeyên xwe li gorî meha adarê saz kirine lê ji ber astengiyên ku dewletê derxistine, kovar bi mehek derengî derketiye. Edîtor wiha didomîne: "Derengmayîna ji ber astengiyên dewletê, bandoreke neyînî li naveroka nivîsên kovarê kir. Ji ber vê yekê di vê hejmarê de nivîsên kovarê her çiqas ji rojevê dûr dixuyin jî, em bawer in naveroka wan hîn jî girîngiya xwe diparêze." Kovara Emekçiler (Kedkar) ku xwe wekî dengê kedkarên kurd bi nav dike xwerû bi tirkî ye. Pêwîst e nivîsên kurdî jî tê de cih bigirin. Di yek ji nivîsên kovarê, nivîsa Fadime Gökbakýr a bi navê (Ekonomi: Seçimden Sonra Tufan 'Aborî: Pißtî hilbijartinê tofan e') de tê diyarkirin ku IMF'ê têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re heta hilbijartinê rawestandiye. Gökbakýr dide zanîn ku birjuwaziya Tirkiyeyê dixwaze ji sandoqan ANAP û DSP derkeve. Eger ew nebe, dibe ku qeyrana aboriya Tirkiyeyê kûrtir bibe. Di hejmara yekemîn a Emekçiler de nivîsek balkêß a din jî gotara Hüseyin Deniz a bi navê (Emekçileri Satma Konseyi Ýß Baßýnda 'Konseya Firoßkar a Kedkaran li Ser Kar e') ye. Di gotara xwe de Deniz diyar dike ku Civîna Konseya Aborî-Civakî (ESK) ku ji aliyê alîgiran ve wekî serkeftî tê pejirandin, rexne dike û berevajî vê yekê wê civînê wekî firotina keda kedkaran bi nav dike. Di kovarê de wekî din nivîsên kesên mîna Abidin Kýzýlyaprak, Murat Akýncýlar, Ahmet ßiyan, Ýsmail Dizdar û Nejdet Uygun jî cih digirin. Xwedî û berpirpirsê karê nivîsaran ê Kovara Emekçiler Ahmet Kaya, armanca derxistina kovarê ji bo me wiha raxekir: "Armanca me ev e ku em bibin dengê kedkarên kurd. Yek ji hedefên me ew e ku em bi kurdên hemû deverên Kurdistanê, Tirkiye û Awrûpayê re têkiliyan deynin û daxwaz, hêvî û xebatên wan bi perspektîfa kedkarekî/e kurd yê/ya welatparêz bînin zimên." [AW70B6] Ji Baßûrê Biçûk helbestên jiyan, evîn, mirin û ronahiyê: 'Di bin dilovaniya jiyanê de' Pirtûka helbestan a Mihemed Hemo ya bi navê "Di Bin Dilovaniya Jiyanê de" derket. Pirtûk ji destpêka 1999'an ve gihîßtiye ber destê xwendevanên Baßûrê Biçûk. Xwediyê Pirtûkxaneya Bedirxan, M. Hemo li Baßûrê Biçûk li Efrinê ji dayik bûye û ji sala 1980'yî vir de li Helebê dijî. M. Hemo berî vê pirtûkê du pirtûkên din ên bi navê Civata Kulîlkan (ßano) û Seyrana Dil di ßîna Evînê de (helbest) jî weßandibû. Helbestên "Di Bin Dilovaniya Jiyanê de" ku bi kurdî (zaravayê kurmancî) û erebî cih digirin, ji bo zimanê erebî ji aliyê Axîn ve hatiye wergerandin. M.Hemo di pêßgotina pirtûka xwe de, sedemên wergera helbestan bo erebî dinirxîne. Li gorî wî sedem ev in: Di warê nivîsandina kurdî de bi rewßenbîrên ereb bawernekirin, danasîna wêjeya kurdî, di pirtûxaneya erebî de cehgirtina zimanê kurdî. Di pirtûkê de bi gißtî 17 helbest cih digirin.Tevna helbestên Hemo bi piranî jiyan, evîn, mirin û ronahiyê hatiye rêstin. Mirov dikare navên çend helbestên di pirtûka "Di bin dilovaniya jiyanê de" de cih digrin, wiha rêz bike: Raperîn di tariyê de, Helbest, ?..., Dema bedewîß, Nijdar, Gunehkarî û hwd. [AW70B7] Pêkenok: Hadepiyan bernedin Li Gebzeyê roja jimartina dengan, li ser sandoqan çevdêrên HADEP'ê jî hebûn. Çavdêreke partiyên tirk diçe destavxaneyê û bi tirs û qîrîn vedigere û dibêje: "Li destavxaneyê bombe heye." Polîs di cih de dibêjin: "HADEP'iyan bigirin, bernedin, bila nerevin." Li ser vê gotina polîsan, çavdêrekî HADEP'ê dibêje: "Ka bombe. Ger hûn me digirin, bisekinin, ez biçim binihêrim." Destûr nadin ku çavdêrê HADEP'ê biçe binihêre, her wiha wan wekî sûcdar digirin. Pißtre gazî polîsên pisporên bombeyan dikin. Polîs tên, yek ji wan diçe hundirê destavxaneyê, poßetê digire, destê xwe dike nava poßetê ku tê de pîsî heye. Yekî tê de pîsî kiriye û daleqandiye. Destê polîs giß di nav pîsiyê de dimîne. Li ser vê yekê çavdêrên partiyan giß dikenin. Wê gavê heman çavdêrê HADEP'ê jî bangî polîs dike û wiha dibêje: "Birêz memûr, te divê wî bibe laboratuwarê tehlîlê bike ka yê kê ye!" Xwendevan paqijiyê dikin Li Amedê rojekê berî hilbijartinê, du xwendevanên zanîngehê gava diçin dibistanê, di rê de yek ji wan kaxiz-maxizên di destê xwe de davêje rastê û kolanan qirêj dike. Pißtî hilbijartinê, dîsa heman xwendevan di rê de dimeßin. Vê carê xwendevanê din, kaxizên di destê wî de davêje erdê. Xwendevanê din li dijî wî derdikeve û dibêje: - Tu çima kaxizên xwe davêjî û kolanan qirêj dikî? Yê din dibêje: - Ma hê duh te jî diavêt. Tu çima ji min re dibêjî? Hevalê wî bersivê dide û dibêje: "Ma duh duh bû, îro îro ye. Duh belediye di destê Refahê de bû, min diavêt, îro di destê HADEP'ê de ye!" Di destê HADEP'iyan de histirî heye Li bajarekî Tirkiyeyê waliyê bajêr berendamên belediyeyan ê partiyên tirkan kom dike û ji wan re dibêje: "Li hemberî HADEP'ê giß bibin yek û min mecbûrî girtina destê HADEP'iyan nekin. Lewre hûn dizanin di destê HADEP'iyan de histirî heye." Înßelah emê qezenc bikin Dayikekê herî dawî di hilbijartina sala 1987'an de dengê xwe bi kar aniye. Di vê hilbijartinê de jî bi kêf diçe ser sandoqê û dengê xwe dide, bi kêf vedigere û dibêje: "Min di 1987'an de dengê xwe dabû Turgut Özal wî qezenc kir, aniha min dengê xwe da HADEP'ê, înßelah ewê qezenc e." Tu bi xêr hatî Serokê min Serokê Belediyeya Licê berî hilbijartinê ji bo propagandayê ßeß caran dikeve rê ku here Licê lê hemû caran jî leßker wî ji deriyê Licê vedigerînin û nahêlin ku bikeve Licê. Di hilbijartinê de pißtî ku diyar dibe ku wî serokbelediyetî qezenç kiriye, dîsa dikeve rê û diçe Licê. Îcar, leßkerên ku nedihißtin ku biçe Licê, berî herkesî diçin pêßiya serokbelediye, pißkovê xwe girê didin û wiha dibêjin: "Tu bi xêr hatî serokê min, ser seran û ser çavan." [AW70C1] Di serdema Komara Tirk de lêgerînên folklorê Dema ku em li ser vê mijarê hûr dibin, dîsa dîroka îxanetê; ya ku ji Harpagos dest pê dike û heya roja îro didome, derdikeve pêßberî me. Gelê kurd di dîroka xwe de ji destê xayinan derdê giran kißandiye. Di vê babetê de jî beramberî xiyaneta Ziya Gökap dimîne. Yek ji lêgerînerên destpêkê yên KT'ê jî Ziya Gökalp e. Di 1913'an de di nivîseke xwe ya ku di Kovara Halka Doðru de derketiye de, çanda gelê kurd û Kurdistanê wekî çanda Asyaya Navîn nîßan dide. Ev xebata Ziya Gökalp ji bo lêgerînerên tirk ên pêßerojê jî bûye çavkaniya bingehîn. Wekî rapora TOBB'ê ya wê demê tê pejirandin. Gökalp di pirtûkên xwe de jî, li ser eßîretên kurd û jiyana kurdan gelekî radiweste. Ji vî aliyî ve dibe aqilmendê dewleta tirkan ê herî girîng û dibe serekdizê çanda kurdan. Di sala 1914'an de di Rojnameya Ýlk Adým de Fuat Köprülü di heman salê de di Rojnameya Peyam de R. Tevfik Bölükbaßý derbarê mijara folklorê de kurtenivîs nivîsandine. Ev kurtenivîs bi tevayî li ser ßopa Ziya Gökalp in. Dîsa di weßanên KT'ê yên seretayî; Darulelham Külliyeti Defterleri de Rauf Yekta Bey; di sala 1924'an de di Kovara Halk Ýlmi de Selim Sýrrý Tarcan hwd. ku bi serê xwe xebata lêgerîna folklorê didomandin, hewl didin ku bo folklorê saziyek bê avakirin. Ji bo belgekirin, arßîvkirin û sazîbûna folklorî û çandî nîqaßên ber fireh pêk tên. Ev kes bo damezirandina saziyeke folklorê, ßêwr û ßîroveyên xwe ji dewletê re dißînin. Li folklora Trakyaya, Deryaya Reß, Anatolî û Kurdistanê xwedî derdikevin û dixwazin ku KT li ser vê babetê saziyan ava bike. Ew kesên ku mîsyoneriya folklorê, (ango dizîna folklora gelan) didine ber xwe, di dawiyê de pêßniyazên xwe bi dewleta xwe didine pejirandin. Di serdema Komara Tirk de saziyên folklorê Di 1927'an de gava yekem tê avêtin. Li Enqereyê Anadolu Halk Bilgisi Derneði tê avakirin. Ev komele peyre navê xwe diguherîne û dibe Halk Bilgisi Derneði. Bi navê Halk Bilgisi Haberleri jî weßanekê çap dike. Di 1932'yan de Halkevi bi navê ßaxên Gundan saziyekê ava dike. Saziya navborî li Kurdistanê li gund û bajaran digere, materyalan berhev dike, lêkolînan pêk tîne. Der barê xebata xwe de broßûr û rojnameyan diweßîne. Halkevi bi vê yekê jî nasekine; dizên navdar (lêkolîner û lêgerîner) digihîne. Di 1955'an de Türk Sanatlarý ve Ananeleri Tetkik Cemiyeti(Komeleya Analîza Huner û Toreya Gelê Tirk) tê damezirandin. Ev sazî bi çend sal ßûn ve navê xwe diguherîne û dibe Folklor Araßtýrmalarý Kurumu. Ji bilî van saziyan jî gelek sazî têne avakirin: Türk Folklor Enstitüsü Kurma Derneði, Türk Folklor Kurumu(1966), Milli Folklor Enstitüsü(1966), Milli Folklor Araßtýrmalarý Derneði, Türk Halk Oyunlarýný Yayma ve Yaßatma Derneði, Türk El Sanatlarýný Yayma ve Yaßatma Derneði, Türk Folklor Kurumu çend ji wan in. Dizî û talana ku bi destê van saziyan hatiye kirin, hêj jî baß diyar nebûye. Em hîn nizanin ku çiqas xwîn ji laßê me kißandine û çi bi xwîna me kirine. Her yekê ji wan, mîna rêxistinên îstîxbaratê xebatên xwe domandine. Wan çand û hunera gelê kurd û gelên din belav kiriye. Hewl dane ku bi vê talanê ji xwe re "çandeke nû" "nasnameyeke nû" biafirînin. Bi nirxên gelê kurd, jiyana xwe bixemilînin. Di serdema Komara Tirk de xebatên berhevokî Xebata berhevkirinê digel dijwarbûna xwe xweß e jî. Mirov li gund û bajarên welêt gav bi gav digere; dikeve cîhana gelan û wan dinase, ßîrove dike û berhemên girîng bi dest dixe. Li hemberî peykerekî dîrokî arkeolog; bi nasîna melodiyeke winda muzîkjen; bi dozîna parzemînekê dahêner çawa dilxweß dibe; berhevkarekî folklorê jî ew qasî kêfxweß dibe. Destan, motîf, muzîk, reqs; amûrên muzîkê, jiyana rojane, lîstikên gelêrî, lîstikên zarokan, cil û bergên gelêrî û hwd. coßeke mezin dike dilê folklorvan. Xebata folklorê bi qasî xweßbûna xwe, pîroz e jî. Dema ku mirov baß di rastiya vê xebatê digihêje, xebata ku dike watedar dibe. Lê xebat tenê ne bes e. Pêwîst e armanca xebatê jî were zanîn. Armanc, neynika herî xurt e. Xebatên lêgerînerên tirk ên li ser folklora kurdî jî, bi armanca xizmeta dagirkeriyê pêk tên. Di xebata berhevokî ya muzîka gelêrî de navê herî balkêß, Muzaffer Sarýsözen e. Konservatûara Dewletê ya Enqereyê ku girêdayî Wezîriya Perwerdehiya Neteweyî (MEB) ye, di salên 1937-1957 de li ser hev 19 caran li ser Kurdistanê sefer çêkir. Di vî 19 carî de ji 10.000 zêdetir melodiyên gelêrî tomarî plak û kasetan kir. Melodiyên kurdî, li gorî alfabeya tirkî rêz dikin û dikine arßîvên xwe. Ev melodî, di salên dawî de tev bi navê "Çanda Tirk" tenê bikaranîn. Serkêßê vê xebatê jî M.Sarýsözen e, ku bi eslê xwe ji Koçgiriyê ye. Di 1957-58'an de Pirtûkxaneya Neteweyî ya Enqereyê Beßa Muzîkê li ser hev 6 caran diçe Kurdistanê. Di encamê de 117 kaset bi melodiyên kurdî têne tomarkirin. Van berheman jî dixine arßîva "Çanda tirk." Ji vî aliyî ve xebatên TRT'ê ji yên hemû saziyan girîngtir ine. Ji sazîbûna xwe heya îro TRT'ê bi sedan sefer, xebatên komî, lêkolîn lêgerîn, xabetên bijarte û xebatên etûd pêk anîne. TRT di sala 1967'an de li herêmên Dîlûk, Wan û Erzeromê bi nêzî deh koman xebatên berhevkariyê dimeßîne. Ev xebat ji TRT û Komara Tirk re dibe arßîveke dewlemend. Beriya vê xebatê, arßîva TRT'ê pir qels bû. Ji çend sed melodî û stranên gelêrî pêk dihat. Pißtî vê xebatê bi deh hezaran stran û melodiyên gelêrî di arßîva TRT' de cihê xwe girt. Niha jî bi navê "Türk Halk Müziði", "Türk Sanat Müziði" tenê pêßkêßkirin. Di 1971'ê de, li herêmên Erzerom, Agirî û hawirdora wan li ser navê TRT'ê, Nida Tüfekçi 250 melodiyên def û zirnê kom dike û bi heman armancê dike arßîva TRT'ê. Ev melodî jî dibin "Çanda Tirk". Hemû navên ku di vê xebata qirêj de cih girtine, ji aliyê raya gißtî ve baß têne nasîn. Bedri Rahmi Eyüboðlu, Pertev Naili Boratav, Eflatun Cem Güney, ßerif Baykurt, A. Kutsi Tecer, Hasan Üçok û hwd. Bi dehan nivîskar, hunermend, lêkolîner di vê xebatê de cih digirin. Xebatên van kesan ji aliyê raya gißtî ve hatine pejirandin û ecibandin. Piraniya wan jî wekî demokrat, çepgir û rewßenbîr têne nasîn. Xebatên lêgerînên li ser folklorê, gelek caran bi berhemên van kesan hatine meßandin. Ev kes di warê folklor, çand û hunera gelan de bûne çavkanî. Talan û ßêlandina çand û hunera gelê kurd hêj jî didome. Lê hêj jî baß nayê zanîn ku ev talankerî çiqasî kûr û berfireh e. Kîjan sazî û kes di vê xebatê de cih digirin? Hewce ye ku ev pirs di pêßerojê de bêne bersivandin û nirxên ku hatine dizîn yek bi yek derkevin holê. Ev yek dê bi xebata gelê kurd eßkere bibe. [AW70C2] Peyvên mecazî Ev cûre peyv bi piranî ji navdêrrengdêran û navdêr-lêkeran pêk tên û paßgira 'î' tê dawiya wan. Bi piranî bi beßên laßê mirov (dest, dil, zik, pê, pißt, guh, çav, poz, dev, ziman û hwd.) û hin taybetî û xweseriyên fîzîkî (dirêj, bilind, kurt, sivik, giran, teng, fireh, sor, reß) re têkildar in. Di encama kelijîna van peyvan de peyvên ku bi wateya mecazî barkirî ne pêk tên. Ango êdî peyv ji wate û naveroka xwe ya rastîn dûr dikevin. Dema ku li gorî rêz û rêçikên rêzimanî tê dahûrandinan dirûvê biwêjan bi wan dikeve. Em çend nimûneyan li jêr rêz bikin: Destdirêjî: Dest (navdêr), dirêj (rengdêr), î (paßgir) Çavtengî: Çav (navdêr), teng (lêker), î (paßgir) Kerxwirî: Ker (navdêr), xwir (lêker), î (paßgir) Peyvên navborî jî di rastiya xwe de ji du peyvan pêk tên. Lê bi domana demê re kelijîne û wan dirûvê peyvekê girtiye. Her wiha peyvên mecazî ku ji bo nifir, çêr û qerfan têne bikaranîn jî bi berfirehî di nava vê beßê de cih digirin. Em di hejmarên berê de jî bi hevalê Samî Berbang re li ser biwêjan û gotinên pêßiyan rawestiyan û me li cudahiya di navbera wan de kola. Li gorî hin nirxandinan peyvên navborî ßayes (ßibandin) in. Lê wekî tê zanîn ku di ßayesan de bi tenê ßibandin heye, peyv wateya xwe ya bingehîn û destpêkê diparêze. Lê bi qasî ku tê zanîn biwêj digel ku ßibandinê di xwe de dihewînin jî ji wateya xwe ya bingehîn dûr dikevin û wateyeke din hildigirin. Lewre jî êdî dirûvê ßibandinê pê nakeve. Li ser peyvên navborî dîtinên cuda hene. Li gorî hin dîtinan ev peyv rengdêr in. Tevî lêkolîn û gengeßiyan jî li ser navlêkirina van peyvan em negihîßtin encameke teqez. Lewma jî em vê gavê dikarin peyvên navborî wekî peyvên mecazî bi nav bikin. Aqilsivikî: Kêmaqilî û neßarezayî Bejnbihustî: Cûcebûn, bejn (qam) kinbûn Bêhnfirehî: Bi sebr û arambûn Bêhntengî: Acizî, bêzarî Cangiranî: Tiral, nelihev û nejêhatîbûn Cansivikî: Jêhatîûn, çalakbûn Çavbarî: Nedexesî, xêrxazî Çavnebarî: Dexes û xêrnexazbûn (çekememezlik) Çavsorî: Hovîtî, dirindetî(gözü kara olmak hali) Çavreßî: Dexesî û hesûdî Çavtengî: Tima û çikûsbûn Çavtirsî: Geflêxwarin, tehdîtkirin. Devßkestî: ji bo kesên reben, belengaz û sist, tê gotin Destdirêjî: Xurtbûn û karîgerbûn Destdirêjî: Tecawizkarî û çewisandin Destengî: Xizanî û feqîrî Destbelayî: Mirovê berxerc û îsrafkar Destbelayî: Mirovê biteßqele Destgirtî: Mirovê tasarûfkar Destvekirî: Mirovê merd Destkinî: Mirovê xizan û bêîmkan Destvalayî: Kesê bêkarûbar û aware Dilreßî: Kesê xêrnexwaz, fesad û hesûd Dilkirî: Razîkirin û dana ber dil Dilgirtî: Mirovê xeyidî, dilê wîwê ji kesekî mayî Diltengî: Rewßa bêzarî û hêrsbûnê Dilkeçik: Mirovê ßermoke û nermik Dilhewîn: Dilsoz, jidil Dilodîn: Mirovê bêbiryar û biguman Dilodîn: (Delidolu) Dilsoz: Kesê dilxwaz û hezkiriyê kesekî an jî tißtekî Dilgirs: Kesê bêrehm û bi gir û kîn Dilpolayî: Wêrekî, mêrxasî û bêtirsbûn Dilparsek: Mirovê çavbirçî(maymun ißtahlý) Dilsarî: Hêvîßkestîbûn Dilse: (ßýpsevdi,mamun ißtahlý) Diltenik: Kesê hestiyar (yufka yürekli) Guhdirêjî: Ker, Ehmaqî û kertî Guhbel: mirovê sîxûr û ajan, (radarlarý güçlü) Guhrep: Kezê kone û qurnaz Kerxwir: Kesê çavbirçî û têrnexwir Nefsbiçûkî: Mutevazîbûn Pêxasî: Kesê tolaz, lûmpen û bêkêr Pêgiranî: Tiralî û sistî, kesê ne jêhatî Pozbilindî: Bo mirovê qure tê gotin (Kibirli) Serhißkî: Kesê bi inyad û dereng têdigihêje Serjinik: Mêrê ku wekî jinan tevdigere, (kýlýbýk) Stuxwarî: Belengazî, rebenî Zikzerî: Kesên ku mirov gelekî jê bêzar û aciz dibe. Zikreßî: Fesadî û xêrnexazî Zimandirêjî: (Geveze, herkese dil uzatmak) Zimankurtî: Kesên sûcdarbûn [AW70D1] Vîva HADEP Hilbijartinên 18'ê avrêlê em ji hev û din bi dûr xistin. Ligel hißyarkirinên birêz Samî Tan jî, min mecal û dem nedît ku ez binivîsim. Ya rast ez ji ber vê ne xemgîn im. Ji ber ku di nav rûpelên rojnameyê de em rû bi rû hatin ba hev û din. Bi sedema hilbijartinan min gelê xwe ji nêzîktir ve dît. Ez careke din têgihîßtim ku em ji bo gelê xwe çi bikin, dîsa jî têrê nake. Gava mirov dikeve nava gel, gel ji mirov re dibe neynikek krîstal û mirov tê de, ne tenê rû û laßê xwe dibîne. Mirov di neynika krîstal de, digihêje kûraniya ruhê xwe û mirov durûtî, bêbawerî, tirsonekî û hemû kompleksên xwe yên bincilkirî yên veßarî dibîne. Gel vê ßansê dide mirov ku mirov bi ser xwe ve were, li xwe vegere. Tîrêjên ronahiya neynika krîstal, ßoqeke bihêz li dil û ruhê mirov dixe. Gava mirov dikeve nav gel ßoqeke din jî dixwe. ßoqa dewletê. Mirov dibîne ku dewlet ne tenê bi leßker, polîs, tîmên taybet; bi tank, panzer û bi helîkopteran ketiye nav gelê me. Dewlet bi kîn û nefreteke mezin li wir dijî. Bi derew, bi xapandin û bi fesadiyê jiyana xwe berdewam dike. Mirov ji nêzîk ve dibîne ku gel çiqas aßtîxwaz be, dewlet jî ewqas ßerûd e. Gel çiqas bi dilrehm be, ew jî ewqas zalim e. Gel bidestvalayî jî çiqas bêtirs be, ew ewqas tirsonek e. Xofa ku gel xistiye dilê dewletê, ew bêhiß xistiye. Di nava tenêbûnekê de, ne tenêbûn, tirs aniye. Ji her tißtî ditirsin. Ji mêran, ji jinan û ya pirtir ji zarokan... Ji siya xwe ditirsin. Tirsê kiriye ku tenê bi çekan bawer bibin û xwe bispêrin çekan. Li her derê destên wan li ser çekan in, an jî ew bi xwe li ser çekên motorîze ne. Û em çûn. Berendamên HADEPê... Berendamên parlementoyê, berendamên serokatiya belediyeyan, berendamên meclîsa belediyeyan...Bi krawat, bi solên boyaxkirî û bi porê ßehkirî. Û berendam ji wir rabûn. Bi rûyê kurkirî, bi kincên ûtîkirî û em bi strana "Amedê-Amedê" bi slogana "Emê xwe jî, bajarê xwe jî, bi xwe îdare bikin." Û gelê ku bêdeng dixuya, bi çepik, bi govend, bi lîlandin û bi îßareta "V" ya serkeftinê bi me ve rabû, pêßwaziya me kirin. Bû vîze vîza tirimbêlan, bû ûre ûra qorneyên panzerên wan. ßaß û metal man, har û dîn bûn. Dest bi binçavkirina û tirsfirandinan kirin. Nehißtin em biçin gundan, riya gundan li me girtin. Nehißtin em bi gel re civînan bikin, em hev û din himbêz bikin. Nehißtin em afîß, poster û sembolên HADEP'ê bidarvekin. Girtin ser avahiyên HADEP'ê ku her tim bi keç û xort û kal û pîr û bi zarokan mißt bûn. Nehißtin em ji bajarekî biçin bajarekî din. Li ser riyan, li serê çiyan em dane rawestandin. Bi panzer û leßkeran dora me girtin. Bi dehan, bi sedan car nasnameya me li cem xwe nivîsîn. Bi sedan car li ser me geriyan, li hundirê sola me, li hundirê cilên me yên binî saxtî kirin. Di kerilca guhên me de, ji me re gotin "Em nahêlin hûn bêne hilbijartin." Mitîngên me bêsedem qedexe kirin, bi daran êrîß birin ser jin û mêran. Li Mêrdînê 70-80 kes hatibûn binçavkirin. Em çûn cem walî ku em jê bipirsin "çima?" walî got "slogan avêtine!" Me jê pirsî "Ma qey avêtina sloganan qedexe ye?" Got "Na, belê gotine 'bijî'" Me got "Çi bûye, gotine 'Bijî HADEP' çi zirara vê heye?" Walî yê me got "Pißtî ku we got bijî, li pey vê gotinê, hûn çi gotinê bibêjin jî, em dizanin hûn qesta çi dikin." Me got: "Baß e, de ka em çi bêjin." Walî got: "Nebêjin bijî, hûn çi dibêjin bibêjin. Mesela bêjin Vîva HADEP". Walî dixwest em bi îspanyolî biaxivin. Tu tißtekî ku em ji walî beg re bêjin nemabû, em rabûn derketin, çûn... Me milyon û nîvek deng girt. Ya rast me milyon û nîvek deng ji devê ßêr xelas kir. Ev beramberî pênc-ßeß milyon mirovî dike. Û pêlek xurt ji binî ve tê. Pêla zarokên me yên ku bi keviran nedihißtin ku partiyên din bikevin nava kuçe û kolanên wan. [AW70D2] Dîwarê ßovenîzmê û tevgera gelan Tirkiye her ku diçe zêdetir dibe welatê nakokiyan. Mirov nizane li gorî kîjan gotin û tevgerê helwest bigire. Li aliyekî dozgerên DGM'ê hebûna gelê kurd înkar dikin û ji nû ve vedigerin ser teoriyên "kart-kurt", li aliyê din Serokê Dadgeha Zagona Bingehîn qala demokratîkbûnê dike û rakirina qedexeya li ser zimanê kurdî dixwaze. Tißtê ku gotinên serokê dadgeha navborî girîngtir dike helwesta çapemeniyê ya li hemberî van gotinan e. Dema mirov bala xwe dide çapemenî û televîzyonên tirk, tê dîtin ku gißt pißtevaniya vê daxuyaniyê dikin. Mirov di mebesta vê helwestê jî nagihêje, lewre bi salan e ku medyaya tirk li dijî hêzên demokratîk û demokratîkbûnê tevdigere, kesên ku cuda difikire wekî dijminê Tirkiyeyê nîßan dide. Lê îro ji nißka ve wekî pißtevanên demokratîkbûnê derdikevin holê û doza azadiya derbirina ramanê dikin. Civaka tirk serdanpê warê dubendî û nakokiyan e. Li aliyekî fîlmên Deniz Gezmiß û Yýlmaz Güney ji aliyê bi sedhezaran kesî ve têne temaßekirin, li aliyê din dijminatiya herî tund li hemberî tevgera gelê kurd tê meßandin. Gelek kesên ku li fîlmên Yýlmaz Güney temaße dikin, bi çavê lehengekî li Deniz Gezmiß dinêrin, pirtûkên Nazým Hikmet dixwînin û pißtre dengê xwe didin partiyên mîna DSP û MHP'ê. Tê nagihêjin ku jiyana kesên navborî di ßerê li hemberî bîrdoza van partiyan re derbas bûye. Em bawer in kêm leßkerên ku li Kurdistanê leßkerî kirine û li hemberî gelê kurd dest avêtine metodên hovane, pirtûkên Nazým Hikmet û Yaßar Kemal nexwendine. Mirov nizane ka çawa ew wan her du tißtan bi hev re dimeßînin. Mirovekî ku helbestên Nazým Hikmet bixwîne çawa dikare bibe neteweperest û zilmê li kedkarên kurd bike. Kesê ku "Mihemedok" nas bike û dilê wî/wê bibije tevger û têkoßîna wî, çawa dikare dijminatiya gerîla bike. Lê gelek tirk van her du tißtan bi hev re dimeßînin. Ev jî dide nîßan ku ßerê taybet gelê tirk nexweß xistiye û ev nexweßî tenê dikare bi têkoßîneke tund a li hemberî ßovenîzmê bê xweßkirin. Lê mixabin hinek çepgir li ßûna ku bi ßovenîzmê re têkoßîneke tund bimeßînin, çavên xwe ji vê bîrdoza faßîst re digirin û dixwazin bandora vê bîrdozê xwe bi xwe ji holê rabe. Li vir gotineke rewßenbîrê tirk Mahir Sayýn tê bîra mirov. Wî digot, "ÖDP li cihê ku di ser dîwarê ßovenîzmê re derbas bibe, dixwaze li dora dîwêr bizivire, lê nizane ku ew dîwar bi qasî Seda Çînê dirêj e." Ev gotin gelekî di cihê xwe de ye û di ser wî dîwarî re qewazdan êdî wekî berê ne hêsan e. Lewre berê neteweperestî ew qas ne tund bû. Îro rêjeya pißtevanên partiya faßîst bûye %18, û hemû partiyên birjuwa ji berê zêdetir bûne neteweperest. Dengên ku ÖDP'ê girtine, nîßan dide ku wan nekariye di dor dîwêr re bizivirin, ewê çawa di ser re qewaz bidin em nizanin. Lê em bawer in dê tevgera ßoreßger a gelan wî dîwarî birûxîne. [AW70D3] Mamoste Li rojhelatê Kurdistanê, herêma ßino (Eßneviyê) mala Qaq Mîrza Selîm maleke ketxuda, xwedî zevî û malet e. Zarokên dibistanê li malê zêde ne. Jinên malê ne xwende ne. An jî hemû zanîna wan li ser gundê wan e. Ji rêncberiyê û maldariyê zêdetir tu têgehißtina wan nebû. Belê di mala wan de berq (elektrîk) heye û mamosteyeke veßartî. Jin ji dengê Xelîl Xemgîn digihîne canejiniya xwe. Zarok ji programa Rindo hez dikin. Xort bi Siyabend re diçin serê Sîpanê û dibin jinrevayî û nêçîrvan. Keçên malê carinan gerîlan e li serê Çiyayê Cûdî, carinan jî evîndar in li Birca Belek. Zilam jî ji giftûgoyên siyasî û dîrokî hez dikin. Dema ßêrko Bêkes helbestan dixwîne navsaliyên malê diçin Silêmaniyê heya Hewlêrê. Carinan jî li dîwana ßêx Seîd, li bajarê Pîran ßer dikin. Û ya herî girîng, dizanin ku Kurdistan ne tenê gundê wan e. Li çiyayê Elegezê, mala Casimê Heqo. Gelek tißtên di çîrokan de bûne rastî. Hemû Çarßembiyên Reß diçin pîrozbahiya Laleßa Nûranî. Li Çiyayê ßingalê oldarî, li Helepçeyê komkujiyan dizanin. Berê Qers û Agirî di helbestên dilsojiyê de bûn. Niha carinan ew diçin Wanê. Carinan jî Qers li wan mêvan e. Dizanin ku ne tenê Çiyayê Agirî, ermen û rûs hene, Efrîn û Qamîßlo jî welatê wan e. Li Kobanê nasnameya Babê Memo û malbata wî tune bû. Wî xwe sêwî û bêkes dizanî. Keda wî ji bo ßamê, zanîna wî ji tirsa Muxabaratê bû. Di germiyanan de kezeba wî ßewitîbû. Paßê ßareza bû ku li çiyayên Zagrosan pezkûvî, li zozanên Feraßînê keviyên befrê û avên sar hene. Ew bi xwe kal bûbû. Memo ßande welatê xwe yê zozanan û kuhistanan. Li Diyana dayîka Hejar tenê guhdariya Kavîs Axa û helbesta ßêx Mehmûdê Berzencî dikir. Niha dizane ku Hejar, li geliyê Quto li ser dewsa Seyîd Riza ßervan e. Petros li Fransayê hate dinyayê. Ew jî dizane ku Betnahrîn welatê wî ye. Li Amerîka neviyên Surme Xanim serpêhatiyên bapîrên xwe yê Patrîk Mar ßemûn baß dizanin. Kendal û Zelal ji herêma ßerefdînê ne. Lê li Belçîkayê ji dayîk bûn e. Mamosteyê wan yê dibistanê fransî û flamanî nîßa wan dida. Ew niha bi kurmancî û zazakî dizanin. Gelo Petrosê Keldanî li Fransayê, nevîçirkên Mar ßemûn ên Amerîka, Kendal û Zelalên li Belçîka, li Diyana Hejar û dayîka wî, li Kobanê Babê Memo, Casimê Heqo li Çiyayê Elegezê, malbata Kak Mîrza Selîm li ßino van hemû tißtan çawa zanîn? Di navbera wan û welatên wan de sînor, dewlet û dagirker hebûn. Di mejiyê wan de jibîrkirin û helandin hebû. Ew biyaniyên zimanê xwe, dîroka xwe, cih û warê xwe bûn. Helbest û govendên xwe, serhildan û serpêhatiyên xwe ji bîr kiribûn. Mamosteya wan MED-TV bû. Ku wê mamosteyê dikarî bikeve hemû mal û mêjiyan. MED-TV ne tenê televîzyonek bû. Mêvaneke xweßtivî û zanyareke birêz bû. Xort û kal bû, jin û mêr bû, zanîngeh û govend bû. Kurd, suryanî, ermen û gelên dîtir, ßarezayî heqîketeke din jî bûn. Dema pirsgirînga Kurdistanê tê holê, nirxên nawneteweyî jî radibin. Tu peyman, rêbaz û têgehißtinên nawnetewî li ser lingên xwe namînin. Difelißin. Zagon, hiqûq û peymanên nawneteweyî dikevin bin bandora mark û dolaran. Niha ew mamoste hatiye girtin. Di tarîtiyeke hov û bêqanûnî de ye. Bi xwînê hatibû avakirin, bi lîstikan hat girtin. Lê dijmin dîsa xwe û gelê xwe dixapîne. Kêfxweßiyan ji xwe re çêdike. Bila çend rojan kêfa wî li dar be. Ez bawer dikim ku, dema bizane roj û ronahiya wê bi bertîl û xîlebaziyan nayê reßkirin, dîsa dê roja wî tarî bibe. Kurd bê xwarin dikarin bijîn, lê bê mamoste na. Emê dîsa dibistana xwe vekin, em jî hînî ronahiyê bûn. [AW70D4] Dimeßim, li bin barana ji êgir... Ezman tarî ye. Cîhanê xwe bi derbekê re girtiye. Ber çavên min di tarîtiya tariyê de tarî bûye, mîna teniya Mußê reß bûye. Ji min û wir de dawî ye. Li qiraxê me. Dimeßim bi meßa dildarekî serîlêgeriyayî. Ji hev dernaxim riyan. Hemû rê li ber min, li hev hatine pêçan. Min serê ta ji destê xwe berdaye. Rê pêß min nakin çîk û çirûskên Kawa. Çirûskên wî di tarîtiya demê de reß dibin mîna bextê mirovahiyê. Destên xwe di tarîtiyê de dipelînim. Tarîtiyê diqelêßim. Rûreßiya zemên bi çavên dilê xwe dibînim. Bi tena serê xwe me. Lê li hemberî zemên ji ya xwe nayêm xwarê, serhißk im, mîna Kawayan. Xwe li defa singê sînorên tarîtiyê didim, lê jê mîna berikekê dipengizim. Di xeleka mirinê de hatime girtin. Xelek li ser xelekê davêjin bedena min. Striyên sînorên azadiya min di giyana min de dieliqin. Wê didirînin. Birîndar dibim. Birîna min ya jiyanê ye, ya cîhanê ye. Ez dilê bibirîn yê cîhanê me. Zimanê kul yê biêß im. Zimanê dirêj yê êß û birînan im. Ji min diniqutin dilopên sor. Firat û Dicle sor diherikin. Sorava wan min li ber xwe dibe. Em diherikin dilê cîhanê. Derî li ber me têne girtin. ßingîniya çengelên deriyên wê di mejiyê min de olanan dide. Serê min li tehtê dixin, bedena min ji hev vediçirînin, dergevanên azadiyê. Min bernadin. Bi min ve dizeliqin mîna zîloyan. Xwîna min dimijin mîna qirniyan. Mîna meßkekê dinepixin. Cîhanê ez ji rûyê xwe avêtime. Lê min xwe ji rûyê cîhanê hîna neavêtiye. Min xwe neßemirandiye. Dimeßim, lê bi birînan pir diêßim. Ez pêçayîme, bi têlên strîkirî. Mîna masiyê di torê de eliqiyî, pêçayî me. Piyên min ketine nava çiravê. Tevger min bêzar dike. Diêßim lê dîsa jî, dimeßim û tevdigerim. Ezman tarî ye. Bi ewrên tarî seyandî ye. Baran dibare, bi ßelpîn e. Dibare bi ser serê min de. Xwe li min vala dike. Bêhna xwe li min berdide. Min li ber xwe dibe. Dixwaze min di nava xwe de bifetisîne, mirar bike. Di navberê de bi berq û brûskan tepiskan li nava serê min dide. Findoqan ji serê min dide, bi teriz û teyrokên xwe. Hebên xwe li serê min diceribîne. ßînahiya bihara min diperitîne. Xezeb e ya ku ew dixwaze bi serê min de bîne. Xezeb e ya ku rehm tîne serê min. Baran agir bi serê min de dibarîne. Kizînî ji dilê min radike. Baran agirê di dilê min de gur dike. Barana agir e ya ez li binya wê dimeßim. Xaka di bin piyê min de dihelîne. Piyên min diperitîne. Bi van piyan dimeßim, reqîniya hestiyên xwe di kevçika dilê xwe de dibihîzim, lê dimeßim. Bi kaßikê sergermiya xwe ve hildikißim. Dimeßim li binya vê rehmê. Di nava tiliyên min de çixareya min. Pelê wê ji pelên dîroka min, titûna wê ji kulîlka li gulîstana, Kurdistana dilan, agirê wê ji ßewata dilê dayikan. Hilmekê li çixareya xwe didim. Bi duxana xwe re, çend peyvên qedexekirî ku ji dilê min yê kizirî tên, pif dikim rûyên zebaniyên tarîtiyê. Serê xwe radikim. Piyên xwe bi hêza roniyê ku min bi dirêjahiya hezar salan di nava bîra xwe de parastiye, diavêjim tîrîtiya tarîtiyê û derbasî ronahiya roniyê dibim. [AW70D5] "Bajarê Mirinê" Diyarbekir; zaroka herî esmer a gelê Kurd e. Bajarekî bi kevir û bextreßiya xwe esmer. Gelek nav di hinavê xwe de dihewîne. Ji Amîdê heta Amedê; ji Diyarbekirê heta Diyarbakýrê tevî wateyên xwe rêza navan. Çîroknivîs Suzan Samancý, navekî din lê zêde kiriye. Ev nav, yek ji navên ku salên dawî yên Diyarbekir herî baß dianî zimên bû:"Bajarê Mirinê" Rojên ku dilopên xwînê li ser ßevên tarî yên Diyarbekirê, dihatin niqutandin. Pißtre xebera nexêr ku zû dihat, an "mirin" bû, an jî bêdengiya bi rengê "windakirin" bû. Li vî bajarî gelek zarok zêde bûn, ku li benda dê û bavên xwe bûn. Zarokên bi elem, agahiyên der barê dê û bavên winda de, pißtî demeke kin di nav rûpelên zer ên rojnameyan û refên komele û dozgeran de, di nav toz û telazê de man. Pißtî telefona ku ji Dozgeriya Komarê ya Hezexê (Ýdil) bo ÝHD'yê hat, bendemayîna windabûyînê cihê xwe ji nûçeyên "mirinê" re hißt. Ji bo teßhîsa Fahriye û Mahmut Mordenîz ku di sala 1996'an de li Amedê ji hêla kesên ku xwe wekî polîs dabûn naskirin, hatibûn revandin, rayedarên ÝHD'yê, xizmên wan anîbû Hezexê. Teßhîs hate kirin lê cendek li holê tune bûn. Ji ber ku cendekên bi sedan kes xistibûn nava gorekê, eßkerekirina cihê cendek lê ne, nepêkan bû. ÝHD, ji kewçêra 1998'an pê ve bo Hezexê çû û hat. Çavdêrî, lêkolîn, wêneyên ku hatin teßhîskirin û malbat.... Encam? Hezex, Cizîr û Silopî, ji hêla hêzên leßkerî ve wekî sêgoßeya mirinê hatibû bikaranîn. Di salên 1990'î de li vê sêgoßeyê bi sedan kes, guleyekê ji paßiya serê xwe ve hatibûn kußtin. Diyarbekirê, bi revandinên ku ji hêla hêzên leßkerî ve dihatin kirin, koçî ßernexê kiribû û ßernex yek ji navên Diyarbekirê wergirtibû ser xwe: "Bajarê Mirinê" Di van rojên dawî de, nûçeyên ku ji ßernexê tên, vê gotina li ser bajêr diçespîne. Resul Kýlýç û Haci Atan ku nû ji leßkeriyê hatine, ji hêla cerdevan û leßkeran ve têne kußtin. Du kurdên ku serê wan bi beramberî pereyan ji gewdeyên wan hatibûn jêkirin, ji hêla Waliyê OHAL'ê ve wekî "Terorîst" hatin îlankirin. Daxuyaniyên ku malbatên wan dan, derxist holê ku ji bo serê mirovan pere wekî rêbazekê ye. Hevdîtinên ku parlamenterê Amedê Haßim Haßimi ku bi Serokwezîr Bülent Ecevit re kirin, bêencam man. "Herêma Leßkerî ye, yên hatine kußtin terorîst in, tißtê bê kirin tune ye" Beriya hilbijartinê li ßirnexê li gorî agahiyên ku ßefik Tanrýverdi dabû leßkeran, rayedarên leßkerî û sivîl êrîß bir ser gundê Kußtepeyê û rastî dîmenên sosret hatin. Cendekê 18 kesên kußtî ku avêtibûn çalekê û binax kiribûn, dîtin. Li gorî daxuyaniyên Tanrýverdi ku endamê rêxistina Hizbûllahê ye, di kußtina 18 kesî de tiliya serekcehß û Serokê Belediyeya Cizîrê Kamil Atak heye. Tê gotin ku berpirsên vê qirkirina ku di sala 1996'an de pêk hatiye, birayên Kamîl Atak, Raûf û Mehmûd in. Nûçeyên bi vî rengî li ßirnexê berdewam in. Ne rayedarek ne jî rêxistineke mafên mirovan tißtekî nake an jî nikare bike. Diyarbekirßirnex : "Bajarê Mirinê" [AW71A1] Ewrûpa amadehiya darizandina Tirkiyeyê dike: DMME'ê ji Tirkiyeyê parêzname xwest Di Doza Sedsalê de Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê DMME dê Tirkiyeyê bidarizîne. Berî niha DMME'ê der barê doza Öcalan de bo Tirkiyeyê biryara "îhtiyatî tedbîr" girtibû. Pißtî vê biryarê DMME'ê bi biryareke nû, ji Tirkiyeyê heta 30'ê meha pûßberê parêzname xwest. Li gorî ragihandinan ji parêzerên Öcalan Hasip Kaplan 29'ê meha avrêlê serî li DMME'ê daye. DMME'ê daxwaza Kaplan pejirandiye û ji bo ku Tirkiye mafdarbûna xwe diyar bike, parêznameyeke nivîskî jê dixwestiye. Pirsên DMME'ê Li gorî xala 6'an a peymanê rêz li hemberî mafê parastinê tê girtin? Kesê ku daxwazname daye, ligel parêzeran li gorî CMUK'ê hevdîtinên taybet dike an na? Hevdîtin di mercên çawa de pêk tên? Yê daxwazname daye, bi awayekî azad bi parêzerên xwe re diaxive? Hevdîtin, tên sînorkirin an na? Yê daxwazname daye li Ýmraliyê di rewßa tecrît de ye? Awayê darizandinê wê li dadgeheke alînegir û serbixwe çebibe an na? Li gorî vê yekê, wê parêzerên Öcalan raparastinê (karßý savunma) bidine DMME'ê. Bi vê yekê wê DMME jî biryara hêjayî nirxandinê bigire. Pißtî vê biryarê wê DMME di cih bikaribe hem li Öcalan hem jî li ßahidan guhdariyê bike. Li gorî Parêzer Hasip Kaplan ev jî tê wateya darizandina Tirkiyeyê. Bi baweriya Kaplan, doza Öcalan dozeke navneteweyî ye û wê darizandin jî navneteweyî be. Ew, diyar dike ku vê pêvajoyê dest pê kiriye, wê hemû dewlet bi rastî û çewtiyên xwe dê li pêßberî dîrokê cihê hêjayî xwe bigirin. Ji PA'yê bo Öcalan pêßnûma Pißtî biryara DMME'ê komên di bin banê Parlamentoya Ewrûpayê PA'yê de bi ßêweyekî hevpar, di pêßnûmaya ku der barê rewßa Serokê Gißtî yê PKK'ê Abdullah Öcalan de amade kiriye de, ragihand ku pêwîst e Kêßeya Kurd bê çareserkirin. Koma Yekîtiya PA'yê di pêßnûmaya xwe de da zanîn ku, ji bo pêkhatina demokrasiyê, pêwîst e mafên mirovan û hindikahiyan bêne naskirin. Yekîtiya PA'yê di berdewama pêßnûmayê de diyar dike ku ji bo rawestîna ßer, hikûmeta ku wê ava bibe, divê berê xwe bide reforman û di qanûna bingehîn de guherînan pêk bîne, da ku rê li ber danûstandinê vebe. Her wiha Yekîtiyê pêßniyaz kir ku, bo pêkhatina van yekan, pêßîn pêwîst e têkilî bi nûnerên gelê kurd re bê danîn. Di pêßnûmeya ku ji aliyê Koma Demokrat a Lîberal ve hatiye amadekirin de, sernavekî wiha hatiye danîn:"Pêßeroja Kêßeya Kurd û Birêz Öcalan" Ev kom jî, biryara DGM'ê ya îdamê ku ji bo Öcalan girtiye ßermezar dike û dibêje: "DGM nikare darizandineke dadyane (adîl) bike. Ji bo pêßketinê, li herêma ku kurd lê dijîn, divê reformên aborî, siyasî û civakî pêk bên." Koma Sosyalîst jî di pêßnûmaya xwe de diyar dike ku, Serokê Gißtî yê PKK'ê Abdulah Öcalan , bi tenê li Ewrûpa û dadgehên navneteweyî dikare were darizandin. Di pêßnûmaya Koma Keskan de jî tê diyarkirin ku, ji bo aßtiyê û demokratîkbûna Tirkiyeyê, pêwîst e mafên çandî, civakî û polîtîk ên kurdan bêne naskirin. Hemû koman ji bo rewßa tenduristiya Öcalan bang li CPT (Komîteya Raçavkirina Îßkenceyê)'ê û Xaça Sor kir. Her wiha dîsa bang li Yekîtiya Ewrûpayê û Tirkiyeyê jî hate kirin, ji bo ku li gorî normên hiqûqî yên DMME'ê û Konseya Ewrûpayê tevbigerin. Parêzerên Öcalan : 'Heke wiha be emê vekißin' Li gel van rûdanên navneteweyî dewleta tirk hîna jî li ser Öcalan tecrîtê didomîne. 5'ê meha gulanê li ser rewßa gißtî ya Öcalan parêzerên Öcalan, li Hotela SED a Stenbolê civîneke çapemeniyê li dar xist. Daxuyanî ji aliyê A. Zeki Okçuoðlu ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, ger di demeke nêzîk de mercên parastinê neyên pêkanîn, ew dê dest ji parastinê berdin. Okçuoðlu da zanîn ku, ne di Dadgehên Îstîklal de, ne di Dadgehên Leßkerî de û ne jî di dadgehên pißtî rêvberiya leßkerî de, mafê parastinê û parêzer beramberî ewqas neheqiyan nemaye. Wî got: "Ligel ku dewleta tirk alîgiriya qanûnên navneteweyî dike, di doza Öcalan de, ji ber qanûna tedbîrê û êrîßên li ser me, me nekarî peywira xwe baß bi cih bînin." Okçuoðlu da zanîn ku Öcalan gotiye, dê ew pißtgiriya çareseriya demokratîk û aßtiyane bike: "Em ne tenê Öcalan, em dixwazin parêzeriya biratiyê û aßtiyê jî bikin. Em heman nêzhiktedayinê ji parêzerên mudaxîl jî hêvî dikin." Wî da zanîn ku Öcalan hîna ji aliyê komîsyoneke bi navê "Komîsyona Lêpirsînê" ve tê pirsiyarkirin. Dîsa wî diyar kir ku berî doz bi dawî bibe, çapemenî û rêveberên dewleta tirk muwekîlê wî wekî "kujerê zarokan, hov û ser cudaxwaz" tawanbar kiriye û divê bi vî awayî bandorê li darizandinê nekin. Okçuoðlu got ku, muwekîlê wî ne sûcdar e û ji dewletê daxwaza rakirina rewßa tecrîtê û pêkanîna mercên parastinê kir. Di anketan de Kêßeya Kurd Li gorî Înstûtiya Lêkolînên Stratejîk yên Navneteweyî (ESAE)'ê polîtîkaya dewleta tirk a nîjadperest, ku di Kêßeya Kurd de bi kar aniye, bi awayekî neyînî encam daye. Di rapora USAE'yê ya sala 1998/99'an de li ser Kêßeya Kurd û xwesteka bi hêzbûna Tirkiyeyê ya li Rojhilata Navîn tê rawestandin. Di rapora ku ji aliyê Zanîngeha Oxfordê ve hatiye amadekirin de, tê gotin ku di ßerê 15 salan de, ji her du aliyan 30 hezar mirovî jiyana xwe ji dest daye, lê dîsa jî dewleta tirk nikaribûye muxalefeta kurdan têk bibe. Dîsa tê diyarkirin ku ji dêvla Tirkiye Kêßeya Kurd bi riyên dîyalog û polîtîk çareser bike, welatên li dora xwe tawanbar dike. Wekî din tê daxuyandin ku Tirkiye ji aliyê leßkeran ve tê birêvebirin. Li gorî înstutiyê, sedema wê yekê jî qelsiya partiyên siyasî ye. Li aliyê din tê gotin ku artêß di Kêßeya Kurd de polîtîkaya êrîßkariyê bi awayekî rehet bi kar tîne û hêzên sivîl, berî artêßê çareseriyên mîlîtarîst pêßniyaz dikin. Di dawiya raporê de tê xuyakirin ku dewleta tirk ji ber têkiliyên xwe yên bi welatên li Rohilata Navîn re, dike ku ji Yekîtiya Ewrûpayê biqete. Her wiha rapor, dide zanîn ku Tirkiye di nav dewletên yekem ên ku dê bikevin Yekhitiya Ewrûpayê de cih nagire. [AW71A2] Rojnameger Nadire Mater li ser "Pirtûka Mehmed" axivî: Dayik nobeta zarokên xwe dißopînin Bi xebateke bi vî rengî, we xwest hûn mesajeke çawa bidin? -Ez neketim taya peyam (mesaj) ßandinê. Min îdiayeke bi vî rengî jî nîn e. Ez dikarim bi kurtayî, mebesta xwe wiha bidin xuyakirin: Li ser vî ßerî, li Tirkiyeyê, ji generalan bigir heta mafparêzan, her kesî der barê ßer de hest û ramanên xwe gotin. Lê belê, tenê yên ku di nava ßer de ne nepeyivîn. Rewßa van kesan, ku hejmara li dora 2.5 mîlyon e, zêde ne li ser bala kesî ye. Ev kes li ber kamerayan dibêjin: " Dayê li benda min be. Ez ji bo welatê xwe ßer dikim." Lê ev kes pißtî ku vedigerin nava jiyana rojane, çawa tevdigerin? Min dil kir ez balê bikßînim ser vê yekê û min ji bo van deriyek vekir. Lewre ew dê mesajê ragihînin. Li Tirkiyeyê ji bo 'ßehîdan' pesindayineke gelekî mezin heye. Ma di bingeha vê yekê de pesna "artêß û mîlîtarîzmê" tuneye? - Ez dixwazim bi gotinên ji 42 xortan yekî bersiva vê pirsê bidim. Wî digot: " Divê jiyan li ber dilê me pîroz be, ne mirin." Bi dîtina min ev tißtekî bingehîn e. Lewre wekî ku xortê navborî got, divê jiyan li ber dilê me pîroz be. Lê mebesta min ne jiyaneke bêdad û newekhev e. Wekî diyar e, li rojên cejn û salvegeran televîzyon û leßker diçin GATA ( Akademiya Tibîyê ya Leßkerî ya Gülhanê)'yê, bi kesên ku wekî Xazî têne binavkirin re dipeyivin. Li vê derê xortekî qop, bêmil û bêçav li ber kamereya dibêje: "Ez çavên xwe dixwazim." Lê nûçegihanê ku pê re dipeyive, nûçeyê wiha pêßkêß dike: "Çi serbilindiyeke mezin e! Milekî xwe daye" Lê ku em herin bi wî nûçegihanî re bipeyivin, tu caran nexwaze milê xwe bide. Lewre axaftin û kirin li hev nakin. Bêhtir rewß û derûniya leßkeran derketiye pêß. Ma tesîra ßer gelekî ne berfirehtir e? Rewßa malbatên leßkeran çawa bû? - Bêguman. Bandora ßer li hemû civakê bûye. Lê ji ber ku tesîra ßer bi awayekî ne rasterast li me bûye, em pê nahesin an jî em nexwazin pê bihesin. Pißtî ku min bi dest bi vê xebatê kir, ez jê haydar bûm ku gotina "Agir cihê ku lê pêketiye dißewitîne." çiqas rast û girîng e. Bêguman rewßa malbatan gelekî girîng e. Tißtê herî girîng li vê derê girîngiya dayikê berbiçav dibe. Lewre dema ku ciwan, nêzîkî mirinê dibin, ku evîndar û dergistiya wan hebe jî, cara yekem diya wan tê bîra wan. Ji ber vê hindê rola dayikan gelekî girîng e. Ji ber ku dayik jî bi awayekî tevî zarokên xwe leßkeriyê dikin. Bo nimûne hin dayik nobetnameya (nöbet çizelgesi) zarokên xwe dizanin û nobeta wan dißopînin. Wekî di pirtûka we de jî diyar e, ßerê tesîreke mezin li civakê kiriye û her ku diçe xerabtir dibe. Ma civakê rastiya ßer fêm nekiriye? Gelo civak hîna vî ßerî wekî fîlmekî dihesibîne? - Ji encama hilbijartinan diyar e ku hîna fêm nekiriye! Gelek rojnameger û nivîskaran pißtî ku pirtûk xwend, got: "Me digot em der barê rewßa herêmê de bi gelek tißtan zanin. Lê em têgihißtin ku zanîn û agahiyên me gelekî kêm in." Dema nivîskar û rojnameger wisa bêjin, mirov nikare ji civakê tißtekî bi vî rengî hêvî bike. Dema mirov 2.5 mîlyon leßkeran, tevî nas û derdora wan binirxîne, ev digihêje nîvê serjimara (nifûs) Tirkiyeyê. Nîvê serjimara Tirkiyeyê bi awayekî tesîra ßer wergirtiye. Xuya ye her tißt bi awayekî sergirtî rû dide. Bo nimûne dayikên ku lawê xwe ji dest dane, li ber kamerayê, di nava psîkolojiya girseyî de dibêjin: "Ez dê lawê xwe yê duyemîn, sêyemîn jî bißînim leßkeriyê." Lê em gelekî baß pê dizanin ku rastî ne wisa ye û nexwaze lawê xwe bißînê. Dîsa berî vê bi çendekê di bernameya Dr. Stres de dayikeke bi dengekî nizm got: "Ez lawê xwe yê din naßînim." Lê dayikên din li dijî wê derketin û wan got: "Em dê bißînin." Lê ez pê zanim, ew jî nexwazin. Ma çima mirov bixwaze lawê mirov bimire? Hem jî ji bo tißtekî ku zêde pê nizanibe... Di pirtûkê de tißtekî herî balkêß jî helwesta leßkerên çepgir(!) e. Ev kes, berî ku herin leßkeriyê li dijî ßer in, niha jî Nazim Hikmet û "Gülün Solduðu Akßam (ßeva ku Gul Çilmisî)" dixwînin. Lê ev kes, kêm û zêde wekî dewletê li doza kurdan dinihêrin. Hûn vê yekê çawa dinirxînin? Ma ev ne cihê reßbînî û bedbîniyê ye? - Ji ber ku kêfa min ji bedbîniyê re nayê, ez vê yekê wisa ßîrove nakim. Vê yekê li aliyekî jî ez kêfxweß û ßaßwaz kirim. Bi vê xebatê min dît ku, li Tirkiyeyê mirov difikirin û lê dixebitin ku tißtên ku diqewimin fêm bikin. Her çend mirov nikaribe bi van kesan bigihêje encameke sererast jî lê bi baweriya min ev kes di nava civakekê de bireke (kesim) mezin pêk tînin. Ev kes, tevî ku ketine taya debara (geçim) xwe jî, hewl didin xwe ku bûyer û meseleyan fêm bikin. Bi raya min ev cihê kêfxweßî û geßbîniyê (iyimserlik) ye. Ew tißtê ku we destnîßan kirî jî jixwe li vê civakê problema gelek kesan e. Gotin û kirinên gelek kesan li hev nakin. Lê ez pê bawer im û hêvîdar im, wê ev tißt safî bibin. Ji ber vê çendê ez ne bedbîn im. Lê wekî we jî got xurtbûna MHP'ê darî çavan e... - Bêguman xurtbûna MHP'ê gelekî girîng e. Lê dema mirov li hilbijartinên pißtî serdema 1980'î binihêre, hilbijêran (seçmen) her dem sûprîzek kiriye. Her dem encamên ne li gorî pêßbîniyên (texmîn) çapemeniyê hatin wergirtin û her wiha hilbijêran her dem hin kes û partî ceribandin. Bêßik di xurtbûna MHP'ê de, sersarî û xemsariya ji bo ßehîd û leßkeran cihekî gelekî girîng digire. Tevahiya civakê ev kes di ser guhên xwe re avêtin. Ev rewß çawa pêk hat? Bo mînak; di nûçeyên li ser cenazeyên ßehîdan de, navê rayedarên payebilind ên beßdarî merasîmê dibin heye, lê navê wî xortê ku miriye tune ye. Ji ber vê hindê malbat gelekî tenê man. Lewre bi awayekî surißtî neteweperestî xurt bû. Lê bi nêrîna min ev rewß wiha berdewam nake. Dîsa nêrîneke geßbîn...! Li aliyê din ji gotinên leßkeran diyar e ku, tevî nefretê li hemberî gerîlayan sempatiyeke wan jî heye. Hûn çawa dibînin? - Ez jî di vê baweriyê de me. Ji ber ku hest û ramanên wan gelekî nelihev û nakok (çelißik) in. Lewre li Tirkiyeyê her kes li gorî çapemenî û 'cîhana xwe ya biçûk' li meseleyê dinihêre. Lê dema ku ji gund û bajarokên (kasaba) xwe derdikevin, pê dihesin ku mesele ne wekî ku hatiye gotin e. Hemû leßker, ên çepgir jî di nav de, dema dipeyivin dibêjin; "ew der, ev der, ew mirov" Ev bi awayekî qebûlkirina "çand û diyareke cûda" nîn e? - Lê kurd jî êdî wisa dibêjin. Her ku diçe ev yek berbiçav dibe. îro gava "Herêm" tê gotin, Herêma Egeyê nayê bîra kesî! Ji ber ku termînolojiyeke nû hate afirandin. Gotinên wekî "ev der, ew der, herêm" êdî ne ßîfre ne, gotinên ji rêzê ne. Li ber destê we hin xebatên din ên bi vî rengî hene? We dil heye li ser gerîlayan jî xebatê bi vî rengî bikin? - Mirov dikare gelek tißtan bike. Jixwe bi vê pirtûkê, min dest bi xebateke bi vî rengî kiribû. Lê herdu bi hevre neçûn serî. Ji aliyê derûnî ve bi min giran hat. Lê min dil heye bi wan re bipeyivim. Lewma bi dîtina min gelek tißtên ku ew bêjin heye. Aliyên ßer ên din jî girîng in; gerîla, malbatên gerîlayan, cerdevan hwd. Lê xebateke li ser gerîla ewqas ne hêsan e. Du sedemên vê yekê hene. A yekem, ez nikarim bi pey gerîlayan bikevim. Rewßa min a fîzîkî rê nade vê yekê. A duyem, ku ez gerîlayan bibînim jî, bi baweriya min, wê gotina xwe bipîvin û biaxivin. Ev ji 20 salan zêdetir e hûn herêmê dinasin. Hûn dikarin wêneyekî van 20 salan bikßînin? - Berî vê 20 salan me pêjna tißtine din dikir lê îro ne wisa ye. Dema di sala 1977'an de ez çûbûm Batmanê, cudahiya mezin ya di navbera taxên xizan û dewlemendan de balê min kißandibû. Hevaleke min ya rojnameger, ku ßerê Bosnayê ßopandiye, ji bo ku here herêmê hate Stenbolê. Min dil kir ez hinekî behsa herêmê bikim. Lê wê guh neda min û hema bêje wisa got:" Ma tu min bi çi dihesibînî? Min gelek tißt dîtine." Dema em li balafirgeha Amedê peya bûn, ßaß û metel ma û wiha got: "Ez hemû gotinên xwe bi ßûn de digirim." Tißtekî ku me nehißt hûn bêjin... Ez dixwazim balê bikßînim ser ßîdeta pißtî ßer. Tevî ku di ser ßerê Vîetnamê re evqas sal derbas bûn jî, îro tesîra vî ßerî hîna jî berdewam e. Li Amerîkayê yên ku bêmal in û li kolanan ßeperze ne, beßdarên ßerê Vîetnamê ne. Dîsa yên ku ßîdetê bi kar tînin, ev kes in. Li welatê me jî, nûçeyên "rûpel sisê" ên li ser ßîdetê, piranî wisa dest pê dikin: "Kesekî ku leßkeriya xwe li Rojhilatê Baßûr kiriye...." Ev kesê ku em 18 mehan wekî leheng û egît bi nav dikin, ji nißke ve dibin mêrkuj û hov. Divê em gelekî bala xwe bidin ser vê yekê. Leßkerekî pißtî ku vegeriyaye malê, dê, bira û xwißka xwe kußtine. Lê bav û nasên wî dikin nakin vê rewßê nikarin rave bikin. Dîsa bavê leßkerê ku balafir revandibû wiha digot: " Ên mirî ßehîd in, ên seqet Xazî lê emê çi navî li yê me bikin! Dewlet zarokên me sipsaxlem dibe lê dema li me vedigerîne, kontrol nake. Divê pißtî ku tedawî kir, bißîne malê." Li vî welatî ji sedî pênc xort di bin tesîra ßer de mane. Ez jî êdî li taksîajoyan hêrs nabim. Pêßîn hîn dibim, gelo ev jî yek ji wan kesan e? Rola çapemeniyê di vî ßerî de çi ye? Derdorên artêßê gotibû: "Em dê bi pißtgiriya çapemeniyê di vî ßerî de bi ser bikevin." - Ez dixwazim bi mînakeke biçûk bersiva pirsa we bidim. Dema Hayri Kozakçýoðlu parêzgarê (walî) OHAL'ê bû, li Stenbolê beßdarî brîfînga Konseya Çapemeniyê bûbû û wiha gotibû: "Hûn rojnamegerno! Dema maça Tirkiye û Swîsreyê hûn dilxwazê kê bin, divê hûn têkoßîna li dijî terorê jî wisa temaße bikin." Ev dîtineke girîng û bingehîn e. Gelo ku heya îro zarokên van kesan di ßer de bihatana kußtin an jî di nava ßer de bûna, vî ßerî dê evqas dirêj bikira? - Li her derê cîhanê wisa ye. Dema ßerê Ermenîstan û Azerbeycanê ez li Bakûyê bûm û ßerperestî gelekî xurt bû. Lê zarokên hemû bûrokrat û payebilindan li Tirkiyeyê li zanîngehê dixwend. Li aliyê din zarokên hejar û xizanan digot: "Em bihostek axa welêt jî nadin kesî!" Li vê derê jî wisa ye. Lewre mirov nikare bersiva pirsa "ger bûya" bide. Hûn gelek rojnamegerên cîhanî û Tirkiyeyî ji nêzîk ve dinasin. Ma rojnameger dema li ser doza kurdan sohbetê dikin, wekî ku dinivîsin dipeyivin? - Ez ne li ser çapemeniyê, dê dîsa li ser Hayri Kozakçýoðlu mînakeke bidim. Dema ew parêzgarê Stenbolê bû, rêzecivîn dihatin lidarxistin. Di van civînan de, bi ßertê ku neyê nivîsîn, her tißt bi serbestî tê nîqaßkirin. Li wê derê Kozakçýoðlu bêpaye û bêpênas(ünvan) axivî, ez ßaß û metel hißtim. Axaftineke dîrokî bû. Wê demê min di dilê xwe gotibû: "Kesê ku van tißtan dibêje, wê ji bo çareseriya vê meseleyê bixebite." Mixabin wisa nebû. Li aliyê din li vî welatî her kes xwedî dîtineke fermî û nefermî ye. Lê helwesta rojnamegeran girîngtir e. Lewre ew her tißtî radigihînin. Jixwe her tißt bi du-helwestiya rojnamegeran dest pê dike. Bi kurtayî Kozakçýoðlu çi gotibû? - Got: "Meseleya li wê derê aborî, civakî û çandî ye. Bi tenê bi tevdîrên aborî û kußtina mirovan çareser nabe." Ma em jî wisa nabêjin! Helwesta çapemeniya tirk a der barê ßer de, bi zordariya hin hêzan ve tê girêdan. Ma ku îro ev hêz nebin, wê çapemenî li gorî pîvanên etîkî û mafên mirovan tevbigere? - Êdî otosansûr heye. Tißtê xeternaktir ev e û ji vê yekê xwe ßûßtin ewqas ne hêsan e. Li aliyê din li vî welatî, gelek tißt jî hatine gotin. Serokê Dadgeha Bilind (Yargýtay) got: "Li Tirkiyeyê dadgeh ne serbixwe ne." îro jî Serokê Dadgeha Qanûna Bingehîn dibêje: " Li Tirkiyeyê azadiya xwederbirinê (îfade) nîn e. Divê hemû qanûn bêne guhartin." Tu ßaßwaz dibî. Li aliyekî wekî ku her tißt tê gotin, li aliyekî wekî ku tu tißt nayê gotin. Ma di rewßeke wiha de mirov dikare çi bike?! Dîroka 'gayrî resmî' ya ßer : "Pirtûka Memed" 15 sal in gelên Tirkiyeyî bes ji "daxuyaniyên resmî" ku li ser maseyê hatine nivisîn, li ser ßer agahî wergirtin. Rojnameyan li ser heman bûyerê jimarên (rakam) cuda ragihandin. Bi awayekî din rojname ev 15 sal in derewfiroßiyê dikin! Pirtûka rojnameger Nadire Mater ya bi navê " Pirtûka Memed- Leßkerên ku li Rojhilatê Baßûr ßerkirine Vedibêjin (Mehmedin Kitabý- Güneydoðu'da Savaßmýß Askerler Anlatýyor)" li ser dîroka "gayrî resmî ya ßer" berhemeke bêhempa ye. Bo nimûne dayika Leßkerekî ji Mater re dibêje: "Tißtên ku ji min re negotin, ji te re gotin. Heft xwezî ez li ßûna te bûma." Nadire Mater pirtûk di salekê de amade kiriye û ligel 42 leßkeran axiviye. Di pirtûkê de serpêhatiyên leßkeran rasterast hatine weßandin. Pirtûk 267 rûpel û ji sê beßan pêk hatiye: Memed Dipeyivin, Li Ser Navê Ên Nekarîne Bipeyivin, Jimar. Di nava pirtûkê de ji bo sînemayê serpêhatiyên gelekî balkêß û guncaw hene. Her çend Kurdistanî bi kêm û zêde bi bûyerên di pirtûkê cih girtine zanin jî, divê bêhtir ew vê pirtûkê bixwînin. Lewre gelek tißtên ku hîn bibin hene. Hin jêgirtin ji Pirtûka Memed: "...Hin kesê nexweß tiliyên keçeke mirî jêkirine. ...Rojname dibêjin ev mirov hemû nezan in, gißan zanîngeh xilas kiriye. ...Neteweperestên tûj dema tên dibêjin 'em dê welêt rizgar bikin.' Lê dema vedigerin wisa nafikirin. ...Nîve ßevê min bi qirka jina xwe girtiye. ...Pißtî 15 salan her roja leßkeriyê di bîra min de ye. Me heya sibe gule teqandin. Serê sibe me lê nihêrî, me qantir kußtine. ...Medya aliyên xweßik nîßan dide. Lehengî falan bêvan beredayî ye. Ew der ne li ser bala kesî ye. ...Ku Öcalan nebûya mesele dernediket. Rehmetî Türkeß gotibû: "Ez dê di nava sê mehan de safî bikim" Ma çima destûr nedanê. ...Yê li hemberî te wekî artêßekê tevdigere. Çavê li artêßê li ser wan. Çima neqade? Ez jî fêm nakim. ...Fermandarê tofê (bölük) got: "Ku kî ji min re seriyekî bîne, ez dê leßkeriya wî kurt bikim." ...Ku leßker keysa xwe lê bîne, wê bireve. ...Min findiq dane zarokan, jendermeyekî rahißtinê û got: "Ew terorîst in!" ... Ku ez li Rojhilatê bim, ezê jî pißtgiriyê bikim. ...Leßkerên kurd hemû kom kirin. ...Me digot eßîr bi hev ketine. Fermandar digot: "Dev jê berde! Bila koka hev biqelînin." ...Li malê min ji bavê xwe re digot komûtan. ...Tîmên Taybet xwedêyê wê derê ne. ... Kî ji bo çi dimire? Ev ßerê pereyan e." [AW71A3] Yaser Arafat dewlet îlan nekir Serxwebûna Filîstinê "ma bihareke din" 4'ê gulana 1999'an di ser Peymana Osloyê re 5 sal derbas bûn. Li gorî biryara peymana navborî, diviyabû Kêßeya Filistînê gihîßtibûya encamê ango Filistînî bibûna xwedan dewlet. Rayedarên Rêxistina Rizgariya Filistînê ( RRF) jî çêlî daxuyaniya dewleteke serbixwe dikir. Lê pißtî ku Serokê RRF'ê Yaser Arafat li gelek welatan geriya, li ser pêßniyaza wan biryara îlankirina dewleteke serbixwe taloq kir. Di biryara RRF'ê de hate gotin ku ew dixwazin mijara serxwebûnê bi hikûmeta nû ya Îsraîlê re nîqaß bikin. Li Îsraîlê dê di 17'ê mehê de hilbijartinên gißtî bê ne lidarxistin. RRF hêvî dike ku dê Netanyahu nekaribe bi ser bikeve, dê Partiya Karkeran were ser kar. Rayedarên RRF'ê bi wê partiyê re safîkirina mijarê hêsantir dibînin. Li aliyê din tê gotin ku Arafat ditirse ku heke serxwebûnê îlan bike, dê Netanyahu herêma dagirkirî bi temamî îlheq bike. Ji niha ve nißtecihên cihû berê xwe daye çêkirina avahiyên nû li ser erdê dagirkirî. Tevî ku Netanyahu di meha kewçêra 1998'an de soza vekißîna ji vê herêmê dabû Clinton jî, ev soza xwe bi cih neanî Roja 4'ê gulanê Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu civîneke çapemeniyê li dar xist û di vê civînê de biryara RRF'ê wekî serkeftina xwe nîßan da. Li gorî Netanyahu, Arafat dîtiye ku dê hikûmeta Îsraîlê reaksiyoneke tund nîßan bide, gav bi paß de avêtiye. Lê rayedarên Partiya Karkeran bi awayekî din meseleyê dinirxînin. Bo nimûne, rayedarê Partiya Karkeran Sholomo Ben Amî dibêje: "Tißtê ku ew dibêje serdanpê propaganda ye, dixwaze têkçûna xwe wekî serkeftin nîßan bide." Li gorî Ben Amî filistîniyan ji ber helwesta Netanyahu di qada navneteweyî de pißtgiriyeke mezin bi dest xist. Kesên di vê baweriyê de nameya ku Clinton ji Arafat re ßandiye wekî nimûneya herî diyarî çavan a vê serkeftinê dibînin. Her wiha ew balê dikißînin ser pißtevaniya dewletên Ewrûpayê jî. Yekîtiya Ewrûpayê daxuniyeke hevpar da û pißtevaniya xwe ji bo mafê çarenûsiyê yê gelê Filistînê diyar kir. Rêveberiya Filîstinê van tißtan wekî serkeftina xwe dibîne û di wê baweriyê de ye ku Netanyahu bi vê hißkebaweriya xwe alîkariya wan kiriye. Serokê Partiya Meretz jî vê nirxandinê dike: "Ma dewleta filistîniyan niha nîn e? Ez nizanim dewlet çi ye? Erdê wan heye, serokê wan î hilbijartî heye. Sirûda neteweyî, ala wan, têkiliyên wan bi 100 dewletî re heye." Arafat jî di heman baweriyê de ye. Wî jî di Televîzyona Filistînê de got: "Ew bixwazin jî nexwazin jî dewleta me jixwe heye." Arafat da zanîn ku dewleta wan roj bi roj gavan ber bi pêß davêje. Helwesta gelê Filistînê ya li hemberî biryara RRF'ê jî bi awayekî din bû. Roja 4'ê mehê li gelek bajaran xwepêßdan li dar ketin û di van çalakiyan de bi êrîßên polîsên Îsraîlî 17 kes birîndar bûn. Li aliyê din gelek filistînî nerazîbûna xwe li hemberî biryarê tînin zimên. Li gorî lêpirsîna Navenda Lêkolîn û Lêpirsînê ya li bajarê Neblûsê pißtevaniya ji bo Arafat ji sedî 80'yî daketiye ji sedî 50'yî. Her wiha gelê Filistînê nerazîbûna xwe ya li hemberî rêveberiya Filistînê jî diyar dike. Tê gotin ku rewßa aborî ya herêmê gelekî xerab e, rêjeya aßbetaliyê ji sedî 40 e û gelek mirov gilî û gazinan ji rêveberiyê dikin. Ji ber ku ew karên nelirê dikin. Li gorî heman lêpirsînê ji sedî 71'ê beßdarên lêpirsînê daye zanîn ku rêveberên herêmî di nav karên nelirê de ne. Bi tenê ji sedî 26'ê beßdaran hêviya xwe ya demokratîkbûna desthilatdariya Filistînê aniye zimên. Gelek filistînî dixwazin ku rêveberiya Filistînê ya heyî demokratîktir û abadantir bibe. [AW71A4a] ARGK'ê kemîn danî: 9 leßker hatin kußtin Li pey ragihandina Parêzgariya OHAL'ê li navçeya Yaylýdereya bi ser Çewlikê ve hêzên artêßa tirk li kemîna gerîlayên ARGK'ê qelibîne, 9 leßker hatine kußtin, 5 jî bi xedarî birîndar bûne. Li pey agahiyan, bûyer roja 4 gulanê danê êvarê pêk hatiye û pißtî êrîßê tevgereke leßkerî ya berfireh hatiye lidarxistin. Dîsa li navçeya Çelê bi ser Çolemêrgê ve di encama kemîna gerîlayan de 10 leßker hatine kußtin. Di heman çalakiyê de tanqek û du jîpên leßkerî hatine rûxandin. Li aliyê din 3'yê gulanê panzerek li navçeya Midyadê li mayînan qelibiye, 8 leßker mirine û yek jî birîndar bûye. Wekî din li pey agahiyan ARGK'ê li gelek cihan rê birîne û nasname raçav kirine. [AW71A4b] RSF: Tirkiye rê li ber îßkenceyê nagire Rojnamegerên Sînornenas (RSF) di rapora xwa ya sala 99'an de diyar kir ku ji bo îßkence û ßîdeta polîsan ji holê rabe li Tirkiyeyê bergirî nayên danîn. RSF'ê di rapora ku bi boneya 3 gulanê roja azadiya çapemeniyê ya cîhanê weßandin de, dide zanîn ku her çend dewleta tirk îmzeya xwe avêtiye bin hinek peymanên navneteweyî jî dîsa îßkence bi awayekî gißtî didome. Li gorî raporê di sala 1997'an de 16, 1998'an de 9 rojnameger beramberî îßkenceyên zor xedar mane. Bi awayekî gißtî 264 rojnameger hatine binçavkirin. Di raporê de êrîßên li dijî MED-TV'yê jî cih digirin û tê gotin ku artêßa tirk gelek caran bi sînyalan weßana MED-TV'ê asteng kiriye. Wekî din daxwaza serbestberdana Ýsmail Beßikçi, Hasan Özgün û Doðan Güzel hatiye kirin. [AW71A4c] MHP li Îdirê malên kurdan xera dike Li Îdirê li Taxa 7 Kasým, ku HADEP partiya yekemîn e, 10 xaniyên kurdan ji aliyê belediyeyê ve hatin xerakirin. Li pey ragihandinê Serokê Belediyeya Îdirê yê MHP'yî Nurettin Aras bi taybetî berê xwe daye taxên ku HADEP lê partiya yekemîn e. Li gorî agahiyan, malbatên ku bi bûyerê hesiyane li dijî belediyeyê derketine, lê bi fermana serokê belediyeyê, zabita û polîsan êrîß birine ser malbatan. Di encama êrîßê de 8 jin birîndar ketine. Li aliyê din Waliyê Îdirê jî ji ber encama hilbijartina nerazîbûna xwe bo mamostayan diyar kiriye û gotiye: "Diviyabû HADEP'ê evqas deng nestanda." ßaxa Eðitim-Senê ya Îdirê helwesta walî ßermezar kir. [AW71A5] Di çapemeniya cîhanê de kurd "Li dijî Öcalan, doza tolhildanê" 4 Rojnameya îtalî Corriere Della Sera roja 3'yê gulanê di bin sernavê li jor de nûçeyeke ßîroveyî li ser Doza Serokê Gißtî yê PKK'ê Abdullah Öcalan weßandiye. Di nûçeyê de digel agahiyên gißtî, li ser bûyerên li DGM'ya Enqereyê jî hatiye rawestandin. Di nûçeyê de tê gotin ku raya gißtî ya tirk li pey tolhildanê ye û ev helwesta xwe jî di hilbijartinê de nîßan daye. Di dawiya nûçeyê de van gotinên balkêß cih girtiye: "Tißtê daxbar, gerîlayên PKK'ê yên ku doza xweseriyê dikin, li Tirkiyeyê wekî terorîst têne binavkirin, lê gerîlayên UÇK'yê ku ji bo xweseriya Kosovayê ßer dikin jî wekî leheng têne dîtin." "Kurd ditirsin ku rêveberiya belediyeyê ji dest wan bê girtin" 4 Rojnameya The Independentê di hejmara xwe ya roja 3'yê gulanê de di bin vî sernavî de cih daye nûçeyeke li ser Belediyeya Amedê. Di nûçeyê de ev gotinên Serokê Belediyeya Amedê Feridun Çelik cih digirin: "Gelê kurd dengê xwe da me, ji ber ku em lê dixebitin ku Kêßeya Kurd ji cîhanê re vebêjin." Di nûçeyê de nirxandina bi rengê "dewlet îdia dike ku pißtevaniya gel bo PKK'ê nemaye, lê gelek Amedî di wê baweriyê de ne ku, her dengê bo HADEP'ê pißtevaniya PKK'ê ye jî" cih girtiye. Di nûçeyê de li ser îhtîmala girtina HADEP'ê jî hatiye rawestandin. Li gorî amadekarên nûçeyê, hinek Amediyan tirsa xwe ya li ser, ji hêla dewletê ve desteserkirina rêveberiya belediyeyê jî aniye ser zimên. Ji Kêßeya Kurd re çareseriya îslamî 4 Ajansa Reutersê roja 2'yê gulanê nûçeyeke ßîroveyî ragihandiye aboneyên xwe. Ev nivîs, ji hêla Jonathan Lyons ve hatiye amadekirin. Di vê nivîsê de Lyons li ser nêzîktêdayina nû ya rêveberiya Xatemî ya li ser kurdan dinirxîne. Di nivîsê de çêlî 'çareseriya îslamî' hatiye kirin. Wekî nîßaneya vê çareseriyê, hatiye gotin ku kurdek bi navê Abdullah Remezanzade wekî rêveberê bajarê Senendejê hatiye ßandin. Nûçeyê cih daye van gotinên wî yên bi rengê "Xatemî dema hilbijartinê hat Kurdistanê û got ku kurd gelekî qedîm e û divê di karê Îranê de zêdetir dengê wî derkeve." Ajansê serboriyên Senendejê wekî ezmûneke dijwar a li ber Xatemî nirxandiye. [AW71A6] HADEP'ê qezenc kir dewletê desteser kir Li navçeyên Gihadîn û Tetwanê dizî, tehdît û lîstikên hilbijartinê Bêdadî û demokratîknebûna hilbijartinên sala 1999'an bi xwe re gelek encamên neyînî anîn. Di hilbijartinê de digel ambargo û qedexeya ku li ser HADEP'ê hatibû danîn jî li ber îradeya gelê kurd têk çû. Li gelek bajar, navçe û beldeyên Kurdistanê belediyeyên ku HADEP'ê bi dest xistibûn, bi lîstikên cenbazî ji destê HADEP'ê hatin derxistin. Di nav wan de du belediye hene ku bala raya gißtî têr dikißînin. A yekem belediyeya beldeya Gihadînê ye. A duyemîn tißtên ku hatine serê berendamê Tetwanê ye. Li ser hilbijartin û qewmînan em bi berendama belediyeya Gihadînê Ferrah Diba Ergül û ßevket Aslan re axivîn. Gelê Gihadînê derbeyeke xedar li feodaliyê xist Li gorî agahiyên ku me ji berendama serokatiya belediyeya Gihadînê girtin, li Gihadînê 15 hezar mirov dijîn. Navçe ji dema avabûna Komara Tirk ve di bin desthilatdariya mêran de bûye. Dîsa 75 sal in ku herêm ji aliyê malbatên Peker û Özmenan ve tê birêvebirin. Pißtî ku HADEP li herêmê vedibe, îradeya gel li dijî îtîfaqên feodal û paßverû bandorê li rêveberiyê dike. Li gorî ragihandina Ergül, bi kêmanî 500 jin beßdarî mitîngên ku li herêmê pêk tên, dibin. Tê gotin ku bi ciwanan re têkiliyên temendirêj hatine danîn û hêza gel derbeyeke xedar li hêzên paßverû û feodal xistiye. Bi encama hilbijartinê jî ev yek tê dîtin. Li Gihadînê hejmara hilbijêran 5100 kes bûye. Hejmara reyên ku hatine bikaranîn jî li dora 4500'î ye. Reyên ku hatine pejirandin jî 4000 hezar bûye. Ji van reyan HADEP'ê 959, ANAP'ê 757, FP'ê 796, CHP'ê 579, DYP'ê 621 rey standine. Ev encam bi awayekî fermî ji aliyê lijneya hilbijartinê ya bajêr û navçeyê ve hatiye îlankirin. Berendama HADEP'ê Ferrah Diba Ergül bi 959 reyî wekî Seroka Belediyeya Gihadînê tê hilbijartin. Li ser vê yekê partiyên wekî ANAP, DYP û FP'yê di 19.4.1999'an de li dijî encamê derdikevin û ji lijneya hilbijartinê ya navçeyê daxwaz dikin ku jimartin ji nû ve bê kirin. Lê ev daxwaz ji aliyê lijneyê ve nayê pejirandin. Tîmên taybet reyên HADEP'ê didizîn Li ser vê yekê Ferrah Diba Ergül diçe ku mazbateya xwe bistîne. Lê berî ku Ergül mazbateyê bistîne serê sibeyê tîmên taybet reyên hilbijartinê bi serê xwe dibine bajarê Agiriyê. Li bal wan tu kesê peywirdar nîn bûne. 245 rey ji nav ên HADEP'ê tên deranîn û nayên pejirandin. Lijneya hilbijartinê ya bajêr hejmara reyên HADEP'ê ji 959'an dadixe 714'an û bi biryara 'kêmasiya reyan' di cihê HADEP'ê de bo standina mazbateyê FP'ê peywirdar dike. Li gorî berendama HADEP'ê Ferrah Diba Ergül, diviya sandoq li gorî qanûna 298'an di bin çavdêriya serokê sandoqan û endaman de biçûna bajêr. Dîsa ew diyar dike ku, diviyabû hejmartin û tasnîf bi awayekî vekirî bihata kirin. Ligel vê yekê serokê lijneya hilbijartinê ya Bajêr Hakim Kamuran Damar bi awayekî veßarî rey jimartine û nehißtiye ku kes bikeve odeya jimartinê. HADEP'iyên ku bi bûyerê dihesin li navçeyê meßekê li dar dixin. Di meßê de nêzîkî 40 kes ji aliyê polîsan ve tên binçavkirin. Ergül bi ser neheqiyê de diçe Berendama HADEP'ê Ferrah Diba Ergül li ser van rûdanên neyinî, serî li Lijneya Bilind a Hilbijartinê dide. Hîna tu encam derneketiye. Li gorî Ergül ji sedî sed ew mafdar e û ew dê belediyeyê ji destê FP'ê derxe. Li pey van agahiyan Ergül da zanîn ku partiyên hetanî niha dijberî wan kar kirine, niha pißtgiriya wan dikin. Berendamê ANAP'ê Yaßar Özmen diyar kiriye ku wîjdanê wî ne rehet e, lewre jî ew dê helwesta xwe li aliyê HADEP'ê nîßan bide. Berendama jin Ergül wekî delîl biryara lijneya hilbijartinê ya bajêr û navçeyê û raporên 27 sandoqên hilbijartinê pêßkeßî lijneyê kirine. Ew diyar dike ku dema encameke dijberî wan derkeve dê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê bidin. Li Tetwanê gef û êrîß Li Tetwanê jî di hilbijartinê de gelek astengî derketin. 13'ê meha avrêlê berendamê belediya Tetwanê ßevki Aslan û heyetek ji PM'ya HADEP'ê dixwazin ku bi waliyê Bedlîsê re hevdîtinekê pêk bînin. Ajokarên teksiyan ji ber ku ji aliyê dewletê ve hatine tehdîtkirin wan li erebeyên xwe siwar nakin. Ligel vê yekê heyet problem û astengiyan ji walî re vedibêje. Walî dixwaze ku li polîsan negirin û îdare bikin. Pißtî hevdîtinê Aslan dixwaze bi qaymeqamê Tatwanê re hevdîtinekê pêk bîne. Mixabin ev daxwaz ji aliyê qaymeqam ve nayê pejirandin. Di vê navberê de Hüsamettin Akdeniz, Çetin Yýlmaz û Nazým Gönen berî hewlên Aslan dixwazin ku li Tatwanê hem teßkîlat hem jî bûroya hilbijartinê ava bikin. Ev hewl ji aliyê polîsan ve hatiye berbendkirin. Li gorî ragihandinan simbêlê wan kesên ku xwestine teßkîlatê ava bikin di bin çav de ji aliyê polîsan ve hatiye qusandin. HADEP'î li hemberî vê yekê reaksiyona xwe nîßan didin. Lê di demeke kin de polîs, leßker, tîmên taybet û cahßên girêdayî gundê Sakê dora taxê dixin bin çeperê. 16'ê meha avrêlê polîs dibêjin: " Eger hûn ji vir neçin emê dikanê bombe bikin." Berendamê HADEP'ê ßevki Aslan vê carê jî li ser navê xwe serî li lijneya bajêr a hilbijartinê û emniyetê dide. Daxwaza vekirina teßkîlat û bûroya hilbijartinê tê pejirandin. Aslan xaniyekî distîne. Polîs dîsa ya xwe dikin û diçin li daîreya tapoyê, tapoya Aslan desteser dikin. Birayê xwediyê xaniyê ku Aslan distîne tê binçavkirin. Di bin çav de fermandarê tûgayê yê bi navê "paße" dibêje: " Tu Ecevit nas dikî? Ew jî were vê derê em nahêlin HADEP teßkîlatê veke." Li gorî dazanîna Aslan konvoya HADEP'ê ji aliyê tîmên taybet ve tê sekinandin, pîßtî lêgerînê kaset winda dibe. Roja hilbijartinê jî HADEP'ê nikaribûye çavdêran bißîne ser sandoqan. Kesên çûne ser sandoqan bi kußtinê hatine tehdîtkirin. Aslan pißtî ku sandoq vedibin diçe ku reyan bihejmêre. Polîs û cahß wî dîsa bi kußtinê tehdît dikin. Aslan jî ji ber çewsandin û tehdîtên kußtinê roja hilbijartinê dev ji her tißtî berdide û ji Tatwanê direve. Aslan di dawiya axaftina xwe de xwest ku di demek zû de raya gißtî dest bavêje Tatwanê. [AW71B1] Dayikên Jiyanê Dayika Seyran, deh sal bû, li benda vegera azadiyê bû. Bi rastî qet azadî nedîtibû. Li benda vegerê nebû, li benda hatinê bû. Heta 10-15 sal berê, navê azadiyê jî nizanîbû. Azadî ji bo wê, têrkirin, mezinkirin û zewicandina zarokan bû. Zilma koledaran, zilma mêran qet ne li ser bala wê bû. Welatê wê, gund, malbat û kom û kufletên wê bûn. Dem û dewran derbas bûbû... Dayika Seyran destê xwe xistibû neqa xwe û mîna serokên ku civatan bi rê ve dibin, wisa ji xwe bawer, bi dengekî xurt û cesaret û her wisa bi edeb, ji civatê re diaxivî. Zilamê Dayika Seyran, di ßerê 92'yan ê li Baßûr de ßehîd ketibû. Lewre ew bûbû sermiyan û malxwêyê malê. Wê, ji mêvanekî xwe re wiha digot: "Mirovatî bi dewletê neyê pîvan. 600 sal e, tirk û bapîrên wan xwedan dewlet in. Ma çi kirine? Li darê dinyayê kî ji wan xweß e? Ji xeynî barbariya xwe bi çi têne naskirin? Byron kî ye? Hûn pê dizanin? Ji Îngilistanê bû, ne wisa? Gelo ji ber çi wî xwe gorî Yewnanîstanê kir? Hest û dilînên wî însanî bûn. Wan zor da wî, da ku ew di oxira Yewnanîstanê de xwe gorî bike. Pîvana mirovatiyê ev yek e!" Mêvanên Dayika Seyran bi mit û matî lê dinihêrîn, bêyî ku çavên xwe jê bikutin. Yekî di dilê xwe digot: "Gelê kurd 500 sal li pey çaxê mabû, lê pîrek hêj pirtir. Gelo yê ev dayik aniye vê qonaxê çi ye? Ev çi qudret e!" Dayika Seyran bi coßeke mezin didomand: "Emê komara mirovatiyê ava bikin. Gerîlayên me çiya azad kirine, êdî dema bajaran e. Êdî em jî li benda azadiyê ne. Dayika Zero di bin xaniyekî xerabe de, tevî du zarokên xwe jiyana xwe bi zor û zehmetî derbas dikir. Yek jê lawik, yek jê keçik bû. Lawik 9 salî, keçik jî 7 salî bû. 7 sal berê, dema mêrê wê çûbû ßer, ew bi keça xwe Rojda bizar bû. Zilamê wê Hesen, pißtî salekê, di ßer de ßehîd ketibû. Li pey vê yekê Dayika Zero lawê xwe yê mezin Ehmed ßande ßer, da ku çeka bavê xwe hilgire. Lewre axa ku xwîn ji bo wê nayê rijandin, nabe welêt. ßer, pißtî dijwariyên mezin azadiyê tîne. Salekê bi ßûn de Ehmed jî azad bû. Kete nava karwanê pakrewanan. Li pey Ehmed, Dayika Zero keça xwe Leyla ßande nav refan. Leylayê sê salan nav û dengê xwe li her derê welêt belav kir. Çend caran birîndar bû. Pißtî sax bû dîsa ßer kir. Lê rojekê Leyla jî bi welatê xwe re zewicî. Destên xwe hine kirin, xêliya sor da serê xwe û kete nava karwanê ßehîdan. Her ku Dayika Zero zarokên xwe bi Welêt re dizewicandin, kêfxweß dibû. Ewqas birûmet dibû. Wê, Azad û Rojda ji bo rojên pêß perwerde dikir, da ku biçin cihê bav û birayên xwe bigirin. Rojekê rojnamegerek li Kurdistanê digere û li Dayika Zero rast tê. Pê re dipeyive. Hîn dibe ku mêrê wê û du zarokên wê ßehîd in. Jê dipirse: "Tu yê Azad jî bißînî ßer?" Dayika Zero: "Belê." Rojnameger dibêjê: "Ger ku Azad jî ßehîd bikeve?" Dayika Zero: "Ezê Rojdayê bißînim." Rojnameger cardin jê dipirse: "Lê ku Rojda jî ßehîd bikeve?" Dayika Zero dawiyê wisa dibêjê: "Ger Rojda jî ßehîd bikeve, ezê bi daran re bizewicim, zarokan bînim, mezin bikim û bißînim ßer. Ez vî ßerî bêßervan nahêlim." Ew çend roj bûn, dengê dahol û zirneyê ji gund xilas nedibû. Keç û xortan dîlan digirtin û distrandin. Dengê wan ji dûr ve dilê mirov zîz dikir. Desmalên kesk, sor û zer, xêliyên ji rengê xwînê mala xwediyê dîlanê, mîna rojên cejnê xemilandibûn. Min tißtek ji vê yekê fêm nedikir. Her ku dengê dahol û zirneyê li ber guhê min diket, min ji diya xwe dipirsî: "Ev çi deng e?" Diya min hêrs dibû, madê xwe tirß dikir û hêstir ji çavên wê dihatin xwarê. Nedixwest li min binihêre. Te digot qey ez ne lawê wê me: "Dayê heyran! Tu çima digirî? Derdê te çi ye? Li mala xelkê dawet e, tu ßîna çi dikî? Ka bêje? Ezê ji bo te qutnî û qumaßê Îngilistanê, hevrîßîmê Çînê, gûzê Hindê, ßekirê ßamê, Xurmê Bexdayê bînim...!" Dayika min mîna kevir. Te digot qey afat di ser de hatiye. Dawiyê vegeriya ser min û got: "Bila Xwedê li ßûna te kevirek bida min! Ma min çi xêr ji te dît? Zarê xelkê mezin bûn, bûne mêr, tu hîna mîna xwe yî. Derdê min kirî, kêfê te kirî! Ez ji bo çi digirîm, ew behsa çi dike!" Min gotê: "Erê dayê! Ma çi eleqeya vê û daholê heye?" Wê got: "Kerê evsene! Dengê daholê ji mala Xezalê tê. Daweta kurê Xezalê ye." Dema behsa kurê Xezalê dikir, madê wê xweß dibû, mîna guleke sor vedibû. Hêstirên xwe paqij dikir û digot: "Bila kes nebîne." Min gotê: "Erê. Ma tu çima digirî?" Gote min: "Ez ji bo te, halê te digirîm. Dema kurê Xezalê tê bîra min, ez ßa dibim. Ku ew nebûya, dengê daholê nedihate guhê me. Ew nebûya, belkî çavên me bi dewletan jî neketa. Heft xwezî, ku min jî rojekê daweta te mîna daweta kurê Xezalê li dar bixista. Minê destmaleke sor hilbida û biketama serê govendê. Min heft roj û heft ßevan dîlan bigirta." Min tißtek ji van gotinan fêm nedikir. Sê payiz li ser hev dengê daholê ji mala Xezalê xelas nebû. Diya min her xweziya xwe bi kurên Xezalê dianî û digot: "Deh kurê min ên wekî te hebin an tunebin çi ye?" Dîsa payîz bû. Gundiyan tedarîkên xwe kiribûn. Wê salê dengê daholê nehat. Min ji diya xwe pirsî: "Dayê! Ma îsal çima ji gundê me dengê daholê nayê? Ma kurên Xezalê tev zewicîn?" Diya min axînek kißand. Min got qey cergên wê qetiyan. Paßê vegeriya ser min û got: "Xebat li Cûdî, Salih li Agirî, Çemßîd li Serxetê û Rizgar jî îsal li Sîpanê ßehîd ket. Lewma dengê daholê ji mala Xezalê nayê." Hêj wê demê min fêm kir, her cara ku dengê daholê ji mala Xezalê hatiye, kurekî wê ßehîd ketiye. Pißtî çar salan ez çûme mala Dayika Xezal, min dît ku reß girêdaye. Min gotê: "Dema sê kurên te ßehîd ketin, te dîlan girt. Lê dema kurê te yê çaran ßehîd ket, te reß girêdaye. Ma xêr e?" Li min nihêrî û got: "Ji ber ku tu kesê min nemaye ez bißînim ßer. Ger kur an keçeke min hebûya, minê bi dawetê bißanda ßer. Peyre jî minê desmala sor hilbida û biketama serê govendê!" Dawiyê li nav çavê min nihêrî û wekî bêje min: "Ma tu jî nabî kurê min...!" [AW71B2] Zarokên kurd, pißtgiriya xwe ya ji bo Abdullah Öcalan, bi nameyên xwe nîßan da: 'Ezê bibim abûkat û te rizgar bikim' Hevalên hêja, Hêzên dagirker û împeryalîst serokê kurdan bi komployeke navneteweyî dîl girt. Ew niha li Girava Îmraliyê di bin mercên giran de dijî. Hemû têkiliyên wî bi cîhanê re hatine qutkirin, lê gelê kurd jî ji bo ku wî bi tenê nehêle di nava xebatê de ye. Hinek hevalên we jî name ji wî re bi rê kirine, kopiyeke wan nameyan jî ji abûqatên wî re hatiye ßandin. Em ji wan nameyan çend heban ku tê de evîn û hesreta dilên biçûk heye, pêßkêßî we dikin. Bêrîvan Serokê min ê birêz; Tu çawa yî? Baß î. Navê min Bêrîvan e. Ez diçim pola duduyan. Dewleta tirk tu girtiye. Tu hatina me, tu pêßeroja me yî. Ez mezin bibim, ezê bibim leßker, bibim gerîla. Çapemeniya neyar, der heqê te de nûçeyên derew diweßîne. Ez qîzeke kurd im. Hemû gelê kurd, em te bi tenê nahêlin. Newroza te ya derbasbûyî pîroz be! Lîder (11) Tu bavê kurdan î Serokê min ê birêz; Me girtina te bihîst. Em gelekî li ber ketin. Em dixwazin te bibînin. Dijmin timî li ser te derewan dike. Serokê min ê hêja, hezkirina min a ji bo te qet xilas nabe. Ez dixwazim bêm hevdîtina te lê destûrê nadin. Tu ne terorîst î. Tu bavê kurdan î. Em gelekî bêriya te dikin. Em pir ji te hez dikin; emê tim li ser ßopa te bimeßin. Navê min Lîder, temenê min 11 e. Ez jî Apocî me. Ez ji Nisêbîna Mêrdîmê me. Gava ez mezin bibim, ezê bibim leßkerê te. Her wext û li her deverê, ezê li ser ßopa te bimeßim. Levent Hûn evîndarê zarokên kurd in Serokê min, em gelekî ji we hez dikin. Em dixwazin bibin ßagirtên we; em dixwazin bên cem we. Serokê min ez 9 salî me. Ez zarokekî kurd im. Pêßeroja me, ne bi kesekî din, encax ku hûn hebin watedar dibe. Her kes dixwaze pêßeroja we xilas bike. Lê hûn dixwazin ji me re pêßerojekê biafirînin. Ji ber vê yekê kî çi dibêje, bila bibêje; hûn tekane evîndarê zarokên kurd in. Ji ber vê, em gelekî ji we hez dikin û daxwaza me ya yekemîn ew e ku di rewßeke azad de, em we bibînin. Raziye -Zîlan- (10) Serokê min ê birêz; Gava me tu di firokeyê de, çavgirêdayî û destên kelemçekirî dît, em gelekî xemgîn bûn. Lê kesên ku tu teslîmî destekî din kir, nabin leheng û wê nebin leheng. Eger ku leheng bûna, egîd bûna, çavên te bi wan terîßên reß girênedidan. Ez dixwazim hîn bibim, ka îßkenceyê bi te dikin an na? Gurbet Serokê xwe maçî dike. Navê wê, Gurbet Yýlmaz e. Heft (7) salî ye. Ji ber ku hîn xwendin û nivîsandina wê tune ye, ji serokê xwe re wêneyek xêz kiriye û ßandiye. Ew Serokê xwe maçî dike. Ez pir pir ji te hez dikim Serokê min ê hêja; Tu çawa yî? Navê min Burçin e. Ez heßt salî me û diçim polaya duyemîn. Ez ji Agiriyê me. Serokê min ez pir pir ji dewleteke kurd hez dikim û ez ji te jî pir hez dikim. Dewleta tirk dixwaze me xilas bike. Lê em zarokên kurd, emê di riya te de têbikoßin û emê timî hebin. Gava ez mezin bibim, ezê bibim abûkat. Ezê te û kurdan biparêzim. Emê li serê çiyayên xwe êgir vêxin; li wir govendê bigirin; emê ji bo kurdan ßer bikin; dewleta kurd ava bikin. Wê neteweya kurd mezin bibe û di nav mirovatiya cîhanê de cihê xwe bigire. Ez pir pir ji te hez dikim. Seyitxan Serokê min ê birêz; Ez hêvî dikim ku tu baß î. Ji bo ku tu gelê kurd rizgar dikî, dewleta tirk kete pey te. Pißtî 25 salan tu girtî û tu kirî Zindana Îmraliyê. Her roj îßkenceyê bi te dikin. Ji ber vê ez gelekî xemgîn im û bi ber te dikevim. Ku ji destê min bê, ezê hemû Tirkiyeyê xira bikim û bißewitînim. Bi hezaran însan, di zindanan de ne; piraniya wan ji bo azadiya te û jiyana te girtî ne. Emê hemû, di vê riyê de berdewam bimeßin. Tu serokê hemû kurdan î. Te ji bo me mirin da ber çavên xwe; em jî di riya te de ji bo ku canê xwe bidin amade ne. Heya em hebin, dijmin mehkûmê binketin û tirsê ye. Ez deh salî me; ji Mêrdînê me. Silav û rêz... Tuba Serokê me yê hêja Apo! Ez dixwazim pêßî xwe bidim nasîn. Nav û paßnavê min Tuba Erçetin e. Diçim polaya pêncemîn; yanzdeh salî me. Ecevit ji bo girtina te pir kêfxweß bûbû. Ew ji bo ßehîdên xwe bê çi dikin. Lê kes li ßehîdên me napirse! Bi silav û hurmetên xwe... Gökhan (11) Ezê jî beßdarî gerîla bibim Serokê min ê birêz; Em hêvî û daxwaz dikin ku di demeke kurt de tu werî berdan. Ez yanzdeh (11) salî me, diçim polaya pêncan. Em hemû kurd, emê bên û te xilas bikin. Ez gelekî ji te hez dikim. Em hêvî dikin ku di dadgeha were de, tu bêyî berdan. Emê te ji wir rizgar bikin. Ezê jî beßdarî gerîla bibim. [AW71B3] Helbestine bi ßehê evînê ßehkirî Nameyek Delala lêvkaxiz Ez di vê sersalê de bi ßîn im Min pênûsek awarte Standibû ji bo te Lê belê ezê li cihê wê Hêstirê xwe bißînim Li min bibore Delala bejinzirav Min vê havînê Bi tîrêjên rojê û bi ßehê evînê Kemberek honand Ji te re ßand Xwe ßa kir Lê belê min kinî û dirêjiya te ji bîra kir Li min bibore Delala pakrewan Delala nemir û ciwan Daxwaza min ev e ku Vê nameya mêvan Mîna dilê min dan birîn e Dema te ew xwend Bila nola xelatekê Li cem dilê te bimîne Li min bibore Ýlhami Özer Kêliyeke Jiyanê Ev der Ev war Çiqasî dûrî min e... Nava min agirekî sor Derveyî min ßîfonekî spî Gelek caran bi riyên kêzikan cih-mala xwe dibînim Ronî nîvro bi goga dilîzim Û ji fermandarên rihan re Fermanan radikim Ji bo kußtina xwe Dizanim... Tu tißt nikare min xelas ke Ji lûleyên tivingê... Hêviyê dîtina diya min jî Tenê dibe devkeniyek Li ser wecê min Bi xwînsariya laßê min re... ßêxmûs Sefe Aßê hêviyan Hey aßvano Pißtqilûzo Porspiyo Qeraßo Ev çi ye tê serê te lo? Ev serê çendan caran e Lasera vî feratî Sukira te xera dike Aß diçe, dimîne çeqçeqo Û tu her tim Dikevî pey çeqçeqo Sukir girêdidî, Saz dikî êß. Ne laser têr dibe ji xerakirinê Ne tu diwestî ji saz kirinê. De bihêrin Bihêrin derd û kulan Bihêrin hêviyan... Roßan Lezgîn Stêrka bêçirûsk bi stêrkan re em rûdinin û her ßev hesabên hatina tê em dikin bi tiliyan stêrk westiyan, tefiyan ê min jî çend stêrk hêviyên min ê vala mane weke tivinga bêgule an tu yê werî min bikî xwedî stêrk an tu nayê wê stêrk bibin xwediyê min min neke qeßmerê stêrkan stêrk fermo zû were di êvarên esmer de qemer esmer were li stêrkan siwarê û were bibe stêrk û were çavên min ji bêxewiyê bûne berbang berî bêhna nanê sibê bifûre li bajêr her sibe dengbêjên min birçî distirên bi serê kenê te yê delalî ez dûr ne baß im bi serê tirsê te yê delalî ez kûr ne baß im dimirim îro ne di nîvê ßevê gurxenêq de ro li nîvro destbirakê min ezraîl navnîßana min dojeh stewr im ji aliyê fikran avis im ji aliyê hîsan ev dest her sibe destên te dizên ev lêv her êvar lêvên te dizên ev dil her ßev dilê te dizê dergûßê!.. Rênas Jiyan Gulîsora bejî dilê min ßûna bênderek ßewitî ax û arî... bi bayê bezê derbas dibin lod bi lod hesretên tomarkirî li ser sîng û berê evînkujan dilop diniqutin paxilê dilopên agirîn ji min were cangoriyek biyanî ye dîrok li paß deyeke nîvcomayî ken û kêf di devê min de pariyên necûtî di qirka hêviyê min de dilîrînin uxkeuxkê kuxikên dojehî ez barkêßê gulîsorekê me ne simbêlsor im jî qermîçekên heftê salî ne bawer in, ez dijîm lê... li kurdistanan li benda gulîsorek bejî! [AW71B4] Fîlmê "Rêwitiya Ber bi Rojê ve" xelat nehißtin! 18'emîn Festîvala Fîlman a Stenbolê ya Navneteweyî di 1'ê gulanê de li Salona Konserê ya Cemal Reßit Rey bi merasîma xelatdayînê û galayê bi dawî bû. Di vê Festîvalê de di warê neteweyî de 12 fîlm bi hev re ketibûn pêßbaziyê. Di vê pêßbaziyê de fîlma "Rêwîtiya Ber bi Rojê" xelata "Fîlmê Herî Baß ê Tirk" û derhênera fîlm Yeßim Ustaoðlu jî xelata "Derhênera Herî Baß a Tirk" stend. Heman fîlmê xelata ku li ser navê Onat Kutlar tê dayîn ku ji Lijneya Hilbijêr a Navneteweyî ya Rexnegirên Sînemayê (FIPRESCI) pêk tê jî, stand. Dîsa di heman festîvalê de di warê "Ji Hostayan re Hurmet" de, derhênerê îranî Abbas Kiarostami "Xelata Rûmetê" stand. Wekî din, Derhêner Jerry Shatzberg "Xelata di Tevahiya Jiyanê de Serkeftin", Derhêner Klaksi Balabanov jî "Xelata Juriyê ya Taybet" stand. Juriya neteweyî xelata xwe, da fîlmê Yýlmaz Arslan a bi navê "Birîn". Xelata Wezîrê Çandê jî bi fîlmê "Di Keßtiyê de", Serdar Akar girt. Xelata festîvalê ya herî mezin "Laleya Zêr" jî bi fîlmê "Tu dibêjî qey ba sekiniye" derhêner Alijandro Agresti stand. Di festîvalê de fîlmê ku herî zêde xelat girt û zêde bal kißande ser xwe "Rêwitiya Ber bi Rojê" bû. Lewre pêwîst e em bi çend hevokan li ser vê fîlmê rawestin. Di salên dawîn de li Tirkiyeyê fîlmên ku li ser rastiya Tirkiyeyê û Kurdistanê hatine çêkirin bal kißandin. Wekî mînak: "Bila Ronî Netemirin, Bi Xatirê Te Diwaroj, Eßqiya û hwd." Her çiqas ev mînakên me dan ji sedî sed rastiya Tirkiye û Kurdistanê neraxistibin ber çavan jî, di wan de hinek tißtên rast jî cihê xwe girtibûn. Lewre ev fîlm gelekî hatin nîqaßkirin û li wan hate temaßekirin. Naveroka fîlmê Yeßim Ustaoðlu jî li ser rastiya Tirkiyeyê û Kurdistanê ye. Senaryoya fîlm ji çîrokeke ku li cihekî nehatiye berhevkirin, hatiye çêkirin. Serlîstikvanên fîlmê xebatkarên Navenda Çanda Mezopotamya û endamên ßanoya Hêlînê Newroz ßahin, Nazmi Kýrýk û Mizgîn Kapazan in. Fîlm di navbera têkiliyên du kesên ku ji bajarên xwe hatine bajarê xerîb de, derbas dibe. Ji wan Berzan (Nazmi Kýrýk) ji gundekî Kurdistanê û Mehmet (Newroz ßahin) jî ji Tireya Îzmîrê hatiye Stenbolê. Berzan li Eminönüyê kasetan difiroße û Mehmet jî li Sular Ýdaresiyê bi zor û zehmet be jî karek dîtiye û dixebite. Di ßexsê Berzan de rastiya ßerê ku li Kurdistanê didome li ber çavan hatiye raxistin. Di ßexsê Mehmet de jî rastiya Tirkiyeyê (wekî li dû tirata fitbolê lihevxistin, ßikênandina camên erebeyan û hwd.) hatiye honandin. Herdu xort li dû maçeke ku bi hevxistinê bi encam dibe, li hev rast tên û dibin hevalên hev. Li dûv vê hevdîtinê rewßa jiyana Mehmet jî diguhere. Tißtê herî balkêß jî ji aliyê "kesên nediyar" ve nîßankirina malên kurdan e. Di fîlmê de teknîk zêde nehatiye bikaranîn. Zêde li ser hestan hatiye sekinandin. Muzîkên fîlmê bi xwezayê re bûne yek û tamek xweß daye fîlmê. Di fîlmê de muzîka Vlatko Stefanoski, Koma Amed û Ciwan Haco hatiye bikaranîn. Ustaoðlu di vê fîlmê de bi cesaret rastiya Tirkiyeyê û Kurdistanê raxistiye ber çavan. [AW71B5] Hejmara duyemîn a Hunerê derket Kovara demsalî, çandî û hunerî Huner ku ji aliyê Akademiya Çand û Hunera Kurdî ve tê weßandin bi hejmara xwe ya duyem derket pêßberî xwendevanên xwe. Di vê hejmarê de jî nivîsên cur bi cur hene. Di kovarê de nivîsa Kakßar C. Oramar bi sernavê "Stêrka Geßa Ezmanê Huner û Muzîka Kurdistanê" balê dikßîne ser xwe. Di nivîsê de Oramar li ser jiyana Miryem Xanê radiweste. Kakßar C. Oramar di nivîsa xwe de diyar dike ku Miryem Xan jina kurd e ku di dîroka Kurdistanê de yekemîn car ketiye qada huner û strana kurdî û stranê Miryem Xanê jî bi piranî li ser qebûlnekirina neheqiyan û mêrxasiyê ye. Di kovarê de nivîsek din ku bala mirov dikßîne jî hevpeyvîna ku bi hunermend Ilana Eliya re hatiye çêkirin e. Ilana Eliya bi eslê xwe ji Baßûrê Mezin e; cihû ye û pißtî damezrandina dewleta Îsraîlê ji Zaxoyê çûye Îsrailê. Eliya diyar dike ku ji ber wan, ji axa bav û kalan, tißtek bi xwe re nebiriyê. Li Îsraîlê gelek hêjarî û zehmetî kißandine. Li ser pirsekê hunermend Ilana Eliya wiha dibêje: "Kurdên Îsraîlê heta niha jî li ser perwerdehiya xwe ya kevn mane. Îro jî zimanê xwe baß dizanin. Di jiyana xwe ya rojane de heta xwarin û kincên kurdî jî têne dîtin." Eliya diyar dike ku roja Newrozê ji bo kurdên Îsraîlê rojek taybet e û di Newrozê de kurd tev derdikevin seyranê. Her wiha hunermend Ilana Eliya dibêje ku guhdarên mûzîk û konsertên wê giß bi kurdî dizanin. Di hejmara duyemîn a kovarê de, hevpeyvînek bi hunermend Aram Tîgran re cih digre. Hevpeyvîn ji hêla Kakßar C.Oramar ve hatiye çêkirin û bi taybetî li ser jiyan û muzîka hunermend Aram Tîgran hatiye rawestandin. Di hevpeyvînê de, Aram Tîgran diyar dike ku bavê wî ji wî re gotiye "divê tu qet baßiyên gelê kurd ji bîr nekî, ji ber ku kurdan em ji tevkujiya jontirkan xilas kirin. Eger îro hûn hene, ji baßiya gelê kurd e." Di hevpeyvînê de tê xuyakirin ku Tîgran xebatên xwe li ser vê bingehê dimeßîne. Her wiha di kovarê de rexneya Kenan ßêxo ya derheqê nivîsa Hemdullah Baqî, ku di hejmara Hunerê ya yekem de derketibû, balê dikißîne. Kenan ßêxo di nivîsa xwe de diyar dike ku Hemdullah Baqî, heta radeyekê dikare jiyana Mihemed ßêxo bizane. Li gorî Kenan ßêxo, ji bo ku mirov nivîseke bi vî rengî binivîse, divê jiyana mirovên mîna Mihemed ßêxo baß bizanibe. Kenan ßêxo bi tundî diyar dike ku her pênc helbestên ku di nivîsê de cih digrin, nerast hatine nivîsandin. Li gorî ßêxo mirovê ne ßivan be, divê karwanan li pêßiya xwe neajo. Di kovarê de her wiha mirov dikare li ser nivîsa Beßîr Botanî ya bi sernavê "Ji Sêrtê ta Osloyê" çend tißtan bibêje. Beßîr Botanî ku lawê Sebrî Botanî ye di nivîsa xwe de jiyana Seyda Sebrî Botanî radixe ber çavan. Di nivîsê de tekîliyên Botanî bi Mistefa Berzanî û dengbêja folkllorî Miryem Xan re têne vegotin. Ji bilî van nivîsan, çend nivîsên ku di vê hejmarê de cih digrin ev in: Ramana Xwekujiyê-Bavê Kardox (Helbest), Eyße ßan-K. Xorßîdî, AwatCelal Melîkßa (helbest), Nivîseke Bizmarî-Kawa Nemir (helbest), Nêrîn û lêkolîneke dîrokî li ser ßanoya Dayikî Nîßtiman-Birayîmî Ferßî, Dîtineke Kurt Li Ser Rewßa ßano û ßanogeriya Me, Di Roja Îro DeDewran Agirî û hwd. [AW71B6] Baweriya bi ßeytên Rojekê zilamek di civatê de dibêje: "Ma wê ßeytan tim û dayîm di cehenemê de be. Weleh ev neheqî ye!" Dema civat belav dibe, zilamê ku ßeytan di civatê de parastiye jî, tê mal û radizê. Di xewna xwe de ßeytên dibîne. Di nav wî û ßeytên de axaftinek wiha derbas dibe: ßeytan: Te îro ez di civatê de parastime û te ji bo min tißtekî baß kiriye. Divê ez xelatekê bidim te û baßiyekê (qenciyek) bi te bikim. Zilam: Çi baßî? ßeytan: Tu li dû min were. Zilam dide dû ßeytên û diçin nav erdekî beyar. ßeytan cihekî ßanî zilêm dide û dibêje: "Di vir de xezîne heye. sibe serê sibê were vir bikole; tu yê xezîneya xwe bibî. Lê belê em niha di xewnê de ne, divê tu vir nîßan bikî ku tu winda nekî." Zilam: Ez çi îßaretê deynim? ßeytan: Hema li ser pîsiyê bike. Zilam gava li ser pîsiyê dike, di nav nivînan de jina wî ji bêhnê hißyar dibe û dibêje: "Ev çiye te bi xwe de kiriye?! Em ji bêhna pîsiya te fetisîn." Wexta zilam radibe, dibîne ku di bin xwe de kiriye. Îcar radibe dijûnan li ßeytên dide. Gundî û Ga Gayek, her gav dikeve nav zeviyê gundiyekî. Gundî difikire ka çi bike ku êdî ew ga nekeve nav zeviya wî. Diçe bi zanayan dißêwire ku çawa pêßiya gê bigire. Zanayek jê re dibêje: "Biçe, di nav zeviyê xwe de çalekê vede, gava ga were bikeve nav zeviya te, wê bikeve wê çalê û tuyê jî jê xelas bibî. Zilam diçe, di nav zeviyê xwe de çaleke kûr dikole, ser wê bi qirß û qalan digire û xwe di pißt kevirekî de vedrißêre. Dinihêre ku ga tê û dikeve çalê. Zilam diçe ser çalê ji gê re dibêje: "Tu yê bikevî nav zeviya min ne. De îcar tu dikarî derkevî!." û henekên xwe pê dike. Zilam ji nißka ve gêr dibe û ew jî dikeve nav çalê. Îcar ga çavên xwe sor dike ku lê bide; zilam hema bang dike: "Ya Xwedê tu alîkarê min û gê tev bî." Ji gê re jî dibêje: "Ya gayê mezin, min kir tu neke. Ez di bextê te de me, min kir tu neke." [AW71B7] Apo bihißt jî hêsan kiriye Li gundekî ßemzînanê, xortek di meha remezanê de, ne rojiyê digire û ne jî nimêjê dike. Bavê wî xortî dike nake lawê wî nimêj nake û rojiyê nagire. Her çiqas dibêje jî, fêde nake û bê çare diçe cem melayê gund û jê re meseleyê dibêje ku mele lawê wî bîne ser îmanê. Mele tê, wî xortî dibe odeyekê û li ser rojî û nimêjê jê re xeber dide. Mele çi jê re dibêje, di dawiya hemû hevokan de, dibêje: "Tu yê biçî bihißtê." Paßê xort li mele dinihêre û dibêje: "Niha mele, ev saeteke ku tu behsa rojiyê, nimêjê û îslamê dikî, hemû ji bona çûyîna bihißtê ye?" Mele dibêje: "Erê xwarzê. Her tißt ji bo bihißtê ye." Îcarê xort lê vedigerîne û dibêje: "Mele, Apo bihußt jî hêsan kiriye. Ji bo çûyîna bihußtê, pêwîstî bi rojî û nimêjê nemaye. Ger tu bixwazî biçî bihußtê, çekê xwe têxe destê xwe biçe serê çiyê. Heke tu dixwazî di nava bihußtê de bibî melaîket, bombeya Zîlanî li ser xwe girêde û di nava komek gurên çavsor de biteqîne. Yanî ew qas hêsan e. Ê ma çi pêwîst e tu xwe birçî bihêlî û bikemilînî? [AW71C1] Helwesta KT'ê ya li dijî raperînên berê û PKK'ê Ji bo me kurdan tevdan û naskirina dîroka KT'ê bi qasî naskirina dîroka nûjen a Kurdistanê girîng e. Naskirina KT'ê ji her aliyî ve bi xwe re zelalkirina dîroka Kurdistanê û gelên Anatoliyê ya vê sedsala jî tîne. Dîsa, ji bo pêßeroja me pêwîst e ku ev dîroka qirêj were zanîn û analîzkirin. Çimkî KT hêza xerakirin û berevajîkirina dîroka gelê me ye. Pêwîst e dîrok, li gorî dilîn û daxwaziya dil neyê ßîrovekirin, li gorî rastiya gelan were ßîrovekirin. Di navbera kurdan û dewletê de hevdîtin pêk tên Di dîroka KT'ê de darî çavan e ku, pißtî destpêkirina her serhildana kurdan rêveberên komarê di demeke kin de, heyetek ji qeymeqem, walî û fermandarên leßkerî û hwd. ßandiye ba serokê serhildanan û daxwaza xwe ya bo lihevhatinê pêßkêß kiriye. Ev 15 sal in ßerekî giran li Kurdistanê tê meßandin lê, tißtekî wisa pêk nehatiye. Ji aliyê PKK'ê ve sê caran agirbest hate îlankirin û daxwaza lihevrûnißtinê hate pêßniyazkirin, lê, wan ev yek red kir û hetanî dawiyê di meßandina ßerê qirêj de serhißkî kir. Helbet ne ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdistanê heyet ßandin ba serkêßên serhildanan. Armanc xapandina wan bû. Ev yek di encama raperînan de baßtir zelal bûye. Dr. Nûrî Dêrsimî gelek mînakên li ser vê yekê di pirtûka xwe ya bi navê "Kürdistan Tarihinde Dersim" de bi rengekî vekirî li ber çavan radixe. Bi gelemperî, hêzên dagirker û paßverû di pêvajoya raperîn û ßoreßên ku li hemberî wan pêk hatine de pißtî demekê dest bi vê taktîkê dikin û daxwaza lihevrûnißtinê dikin. Hema bêje, li hemberî tevahiya ßoreß û raperînan dagirkeran dest avêtiye heman taktîkê. Mirov dikare armancên vê taktîkê wiha rêz bike: 1- Di hêza li hemberî xwe de tespîtkirina xalên lawaz û ji bo têkbirina raperînê sazkirina taktîk û polîtîkayên nû. 2- Di pêvajoya hevdîtinê de tespîtkirina kesên xwefiroß. Bi pereyan û sozên din (mîna soza ku dane Yezdanßêr), din xapandina wan. Li hemberî ßoreßê û raperînê bikaranîna wan. Di encamê de perçekirin û tunekirina dijminê xwe. 3- Karkirina demê û belavkirina hêrs û kîna dijminê xwe. Belavbûna hêrs û kîna kesinên ku di raperînê de cih girtine, pirî caran bi xwe re parçebûn aniye. Fîlîstîn û Îrlanda di vî warî de mînakên berbiçav in. Di pêvajoyên wisa de gelek hêzên ßoreßger parçe bûne, heta carinan parçebûna wan bûye destpêka dubendî û pevçûnên di navbera wan de. Ev yek jî gelekî bi kêrî hêzên dagirker hatiye. Jixwe armanca wan jî bidestxistina encameke wiha ye. Bi ßandina heyetan û bi xwestina lihevrûnißtinê, dixwazin di çavê gel de xwe mafdar nîßan bidin, hevalbendên xwe zêde bikin. Bi taybetî jî, gelê xwe û kesinên lawaz ên di civaka bindest de ber bi xwe ve bikßînin. Armanca hêzên paßverû ev yek e. Lewre jî dest bi taktîkên lihevrûnißtinê dikin. Bi piranî jî ew bi ser ketine û derbeyên mezin hêzên ßoreßger û gel xistine. Serkeftinên wan ên li Fîlîstîn û Nîkaragûayê darî çavan e. Daxwaza lihevrûnißtinê û gengeßiyê ji kîjan aliyî bê ew alî xurt e. Di vir de xurtbûn ne bîrdozî û mafdarbûna dozê ye, xurtbûna leßkerî, polîtîk û rêxistinî ye Raperînên Kurdistanê ji ber ku di xalên navborî de, lawaz bûn, wan xwe negihand asta têkbirina polîtîka û taktîkên neyar. Em dibînin ku bi ßandina heyetan re hin kes dudil bûne û hêza wan lawaz bûye. Sedema têkçûna Raperîna Dêrsimê û girtina Seyid Riza mînakeke balkêß e. Waliyê Dêrsimê ji Seyîd Riza re rameyekê dißîne û jê re dibêje ku, wan hemû daxwazên wî pejirandine û fermana agirbestê daye. Seyîd Riza ji vê yekê bawer dike. Ev bawerî dibe sedema girtina wî. Pißtî girtinê di demeke kurt de birêveberên KT'ê fermana darvekirina wî pêk tînin. Ji bo ku gora Seyîd Riza bo gelê me nebe serdangeh û xwedan hêzeke manewî, cendekê wî dißewitînin. Di vir de bi zelalî tê fêmkirin ku, rêveberên tirk çawa lawaziya serokên raperînên Kurdistanê tespît dikin û çar xalên ku me li jor rêz kirin pêk tînin. Komar bi komployan hate avakirin Helbet çar xalên navborî ji bo konevaniya dagirkerên tirk a li dijî serhildanên kurdan jî derbas dibin. Lê ne bes ew in. Hin sedemên din jî hene. Sedemên din dê di encama qiyaskirina helwesta KT'ê ya li hemberî tevgera nûjen û raperînên berê de zelaltir bibin û bêne fêmkirin. Berî qiyaskirinê pêwîst e bi kinahî rewßa dagirkerên tirk a di salên 1920'an de bê analîzkirin. Wekî tê zanîn wê serdemê hestiyê kemalîzmê hêj nerm bû û Mustafa Kemal nû xwe li ser lingan digirt. Mustafa Kemal di wê serdemê de bi komployan, kesên ku li hemberî xwe wekî xetere didîtin, ji holê radikirin û xwe li Tirkiyeyê hêzdar dikir. Her wiha li Kurdistanê jî polîtîkaya, "pêßiyê xwe bi kurdan ßêrîn nîßan bide peyre parçe bike û di dawiyê de serweriya xwe xurt bike." meßand. Li hemberî Îngilistan, Sovyetîstan, Fransa û Îtalyayê polîtîkaya sazkirina hevkêßeyê xurt kir. Yanî li dijî sê eniyan kemalîzm lawaz bû. Bi taswiyekirina Çerkez Ethem û Mustafa Suphi re xwe li Tirkiyeyê xurt kir. Lê serhildanên li Kurdistanê her roja ku diçû pêßeroja wî dixiste xetereyê. Lewre ji bo ku Tirkiyeyê bi dest xwe ve bîne, berê xwe da Kurdistanê. Pêngava wî ya mezin jî ji Kurdistanê dest pê dike. Ji bo vê mebestê jî ew destê serekeßîrên kurdan maçî dike. Heta ji mebûsê Dêrsimê Hesen Xeyrî û yên din dixwaze ku bi cilên xwe yên gelêrî werin meclîsê. Yanî redkirina hebûna kurdan hîn dest pê nekiriye. Redkirina kurdan li aliyekî, ji ber ku mebûsek heqaretê li kurdayetiyê dike, tê kußtin. Mebûsê Meletiyê Mihemedî dema ku heqaretê li kurdayetiyê dike ji aliyê Teslîm Beg (Ew ji hêla Ergûvana li ser Erepgîra Dêrsimê ye) ve tê kußtin. Gelê Dêrsimê ji ber vê rûdanê girtina Teslîm Beg ßermezar dike. Ji ber vê Mustafa Kemal mecbûr dimîne ku efûyeke taybet derxe û Teslîm Beg bide berdan. (Dr. Nûrî Dêrsimî) Ji vê mînakê jî zelal dibe ku Mustafa Kemal newêre bi kurdan re têkeve pevçûnekê. Ew bêtir dixwaze xwe bi kurdan ßêrîn bide nîßanmdayîn. (Dê bidome) [AW71C2] Ferhengoka têgihên rêzimanî yên soranî Parçebûna welatê kurdan di warê navlêkirina têgihên zanistî de jî hinek dubendî xistine nava gelê kurd. Lêkolînerên kurd dema li ser warekî xebatê dikin, ji hinek çavkaniyan sûdê werdigirin, piraniya wan çavkaniyan jî bi zimanên serdestan in. Ev yek jî ji bo kurdên her parçeyekî Kurdistanê diguhere. Digel vê yekê ji ber nebûna otorîteyeke navendî her lêkolîner li gorî zanîna xwe hinek têgihan diafirîne. Ev yek rewßê aloztir dike. Tißtê ku cihê heyf û dilsojiyê ye jî ev e: Gelekan haya wan ji yê din nîn e, heke hebe jî ji ya xwe nayên xwarê û dixwazin dîtina xwe li ser her kesî ferz bike. Gava yekemîn a jinavêbirina vê aloziyê ji hev û din haydarbûn e. Me bi vê mebestê ferhengoka ku di hejmara meha rêbendanê ya kovara Kurdica de (ev kovar li ser înternetê tête weßandin) wergirt. Ev ferhengok bi kurdî (soranî) û îngilizî bû, me di cihê têgiha îngilizî de ya bi kurmancî bi cih kir. Amadekarê vê ferhengokê Siamak R. Durroei ye. (Samî Berbang) Awelnav: rengdêr Awelkar: hoker Berkar: bireser Beste: razber Biker: kirde Bine: ray (kok) Cênav: cînavk Dahatû: pêßeroj, ayende Êsta: niha Firman: lêker Firmanî: lêkera gerguhez, dervazî Firmanî tewaw: lêkera negerguhez Hilweßandin: dahûrandin Ko: pirjimar Musbet: erênî Menfî: neyinîNasiraw: lebatî Nasiyaw: binavkirî Nav: navdêr Navî komel: navên komelî Nenasiraw: tebatî Nenasiyaw: nebinavkirî Pêßgir: pêßgir, pêrkît, pêßdanî Paßgir: paßgir, parkît, paßdanîPît: tîp Qeware: dirûv (form) Rabirdû: paßeroj, raborî Restey pêwest: hevokên hevedudanî Restey têkelaw: hevoka tevlihevRiste: hevok Ristey pirsiyarî: hevoka pirsiyarî Ristey sersorman: hevok baneßanê Ristey xeberî: hevoka nûçeyî Serbexo: ßênber, berbiçav Tak: yekjimar Waje (wiße): peyv, bêje Wirdewaje: daçek Wirdewajey peywendî: gihanek Zeman: dem Zêdewaje: qertaf [AW71C3] Çend têgihên erdnîgarî û çandinî Lix: alüviyon ßilope: sulu sepken Kewke: kevirê nerm ê di bin erdê de ango granît Keloßk: gir (tepe) Genimgêlan: genimê ku diweße pirêzeyê û bihara din ßîn tê. ßawî: mêrgê avî Hez: bataklýk Çeper: dal Sayî: ayaz Çiksayî: kuru ayaz Kax: bozkýr Bejî: kýraç Saxsî: saðlam taß Tereg: taraç Bager: fýrtýna Bahoz: kasýrga Bablîsok: hortum Kan: ocak Pol: maden Pola: çelik Sifir: bakýr Zuxur: boðaz ßiverê: patika Bilqîn: fokurdama Mexel: mera Kelem: koru, koruluk Keresî: talde (kuytuluk) Xalî: tenha Xelxel: kayalýk Pîsk: kýraðý Pilî: kulî (kar tanesi) Delav: gölet Gumrah: verimli Jêl: yayvan Kovik: hunî Tevirkol: yerli Sûs: sazlýk Rewa: çið Telß: qelîßtek (yarýk) ßikestina hewayê: zêdebûna germahiyê Sêla sor: cemre Aßît: çýð Herzêl: çardak Çilo: Çalý Quleteyn: artezyen Kurße: berfa ku hißk bûye û mirov dikare di ser re bimeße ßûv: gêng (nadas) ßepe: berfa ku li ser hev kom bûye Sape: asê (sarp) Xîcir: xîçik ( çakýl, mucur) ßîl: kesit Avgenî: havza Tîn: ýsý Lekan: solên ser berfê Tawing: kýzak Perçif: kabartý Tang: dûß (hiza) Tên: rutubet, nem Kêmber: teng Surum: qûßax Bayê ecem: Acem yeli Alangoz: Bayekî serhed ê gelekî sar. Bayê sayî: bayekî sar ê aliyê Çewlik û Mûßê Tort: tortu [AW71D1] Biryara ITC'yê ne siyasî ye, tîcarî ye Amadekarên komploya navneteweyî ev demek e dirêj e berê xwe dane navgînên ragihandinê yên kurdan. Wekî encama vê komployê tekane televîzyona kurdî MED-TV hate girtin. Saziya ku ev biryar girt, wekî Komîsyona Serbixwe ya Televîzyonê (ITC) hatiye binavkirin. Gelek kes wê wekî saziyeke serbixwe û bêlayan dibînin, lê pißtî biryarê rojnameya Özgür Politikayê bêlayaniya wê bi nûçeyekê li ber çavan raxist. Tißtê ku derket holê skandalek bû, lê vê yekê di qada navneteweyî zêde deng veneda. Bi tenê hinek komikên li dijî ßer ev skandal ßermezar kir. Li gorî nûçeyê Serokê ITC'yê Sir Robin Biggam ßîrikê ßîrketa bi navê British Aerospace ye. Ev ßîrket çekan difiroße Tirkiyeyê. Pißtî ku biryara girtina MED-TV'yê hate dayin têkiliyên vê ßîrketê bi Tirkiyeyê re germtir bûn. Ev ßîrket dê ji bo polîsên tirk çekan hilberîne. Di nava gel de peyvek heye, dibêjin, "De were nemire nebihece", kesê ku bi hinceta handana ßer dengê 40 milyon mirovî dibire, çekan difiroße kujerên wî gelî, ango melkemotê kurdan bi çek û rext dike. Bi vê yekê niyeta ITC'yê jî zelal dide. Rêveberê MED-TV'yê digot: "Me parêznameyeke baß da ITC'yê, me got em dê kêmasiyên xwe ji holê rakin, emê li gorî mercên ITC'yê weßana xwe bikin, wan jî gelekî bi erênî nêzîkî di me da, lê çima ev biryar hate girtin?" Her tißt li ber çavan e, biryar ne siyasî ye jî, biryara ITC'yê sedan sed tîcarî ye. Lê, her wekî rêveberê MED-TV'yê Hikmet Tabak got, dê gelê me bê televîzyon nemîne, dê ev lîstik giß bi avê de biçin. Balkêß e, kujerên me mafê revîna ji mirinê jî nadin me, fermana gelê me radikin, lê dema gelê me li dijî vê yekê serî radike, wekî terorîst tê binavkirin. Her cure çekan diforißin neyarê gelê me, serokatiya wî gelî bißînin ber sêpêtiyê, dema ew gel vê rewßê protesto dike, dibe terorîst. Bi awayekî xwezayî navgînên ragihandinê yên wî gelî wekî handêrên ßer tên binavkirin. Rizgarbûna ji toqa mirinê di destê me de ye. Bi taybetî dema medyaya kurdî bi awayekî baß xebata xwe bike, dê rûyê kujer û hevalbendan wan reß bike. Ji bo xabeteke baßtir pêdivî bi rêxistinîbûnê heye. Rêxistinên siyasî têrê nakin, divê di warê pîßeyî de jî rêxistin pêk werin. Niha rojnamegerên li Ewrûpayê birêxistin bûne, Yekîtiya Rojnamegerên Kurdistanê hatiye avakirin. Divê li welêt û Tirkiyeyê jî di vî warî de hinek gav bêne avêtin. Lê astengiyên hiqûqî gelek in li pêßberî vê yekê. Heta ku ev gav bê avêtin, bar bi temamî dikeve ser YRK'ê. Heta niha hinek xebat hatine kirin, lê ev xebat têrê nakin. Divê YRK têkiliyên xwe bi saziyên navneteweyî re xurtir bike, her wiha divê ew dengê saziyên li welêt rabigihîne wan deran, li ser pest û pêkutiyan cîhanê agahdar bike. Di warê perwerdekirina kadroyan de divê hin xebat bêne kirin. Li Ewrûpayê derfetên vê yekê hene. Berî her tißtî divê di xebatên xwe yên hundirîn de zimanê kurdî bikin zimanê serdest û xwe ji zimanê serdestan rizgar bikin. Roja 9'ê gulanê Kongreya YRK'ê heye, em hêvî dikin ku rêveberiya nû van dîtinên me wekî pêßniyaz bibîne. Bi hêviya serkeftinê em kongreya YRK'ê silav dikin. [AW71D2] Çapemenî Girîngiya çapemeniyê ji bo civakên hemdem gelekî mezin e. Lê heke civak û rêbertiya wê sererast be. Heke civak pêwîstiya çapemeniyê bizanibe, wê demê çapemenî li gorî pêwîstî û nirxên civakê dibe. Kurtiya wê civak bi çapemeniyê, çapemenî jî bi civakê kêmasiyên xwe ji holê radike. Li welatê pêßveçûyî pêwîstiya çapemeniyê girîngtir e. Ji ber ku di pêßveçûna welatî de dewra çapemeniyê jî mezin e. Li ser parastina demokrasiyê xwedan erk e. Ev tißt nayê wê wateyê ku di çapemeniya wan de xeletî çênabin. Xeletî û kêmasiyên wan jî hene. Lê dema mirov lê dinêre, ew ne kêmasiyên gelek mezin in. Kêmasiyên mîna yên ku li Rojhilata Navîn têne kirin, nayên kirin; hebin jî civak bi lidijderketina xwe nerazîbûna xwe zû eßkera dike. Civak dizane ku guh û çavên wê çapemenî ye. Çawa ku mirov di bedena xwe de li guh û çavên xwe hißyar e, wan ji nexweßiyan diparêze bi civakî jî wisa ye. Tê zanîn ku nexweßiya çav û guhan nayê saxkirin, dibe sedema xerabûna mêjî. Di çapemeniya welatên lipaßmayî de rastî û xeletî ji hev nayên ferqkirin. Ji ber ku ew welat bi demokrasiyê nayên birêvebirin an jî di demokrasiya wan de kêmasî pir in. Hingî çapemenî (pirtûk, rojname, kovar, televîzyon...) bindest e; di bin bandora rejîmê de ye. Dewlet çi dixwaze, ew tê weßandin. Dewlet çi difikire, ew tê parastin. Çapemeniya ku li dijî wan rêbazan derkeve, li dijî rejîmê tê qebûlkirin. Hingî rewßa wê jî xerab dibe. Dema ku her tißt bi daxwaza dewletê bê weßandin, dewlet kêmasiyên xwe nabîne. Rastî û derewên wê eßkera nabe. Dewletên bi destê dîktatoran, qralan tên birêvebirin jî rewß pir ne baß e. Hemû nivîs û gotin ji bo pesna kesan e. Welat û nirxên wî, di ßexsiyeta qralan de tê zanîn. Welat tune ye. Dîktator an jî qral heye. Di weßanên sazî û partiyan de jî bi tenê parastina saziyan, partiyan heye. An jî pesna serokê saziyê. Tißtên ku ji bo saziyan baß bin jî heta pesna serokê wê neyê kirin, nayên weßandin. Ew jî dîktatoriyeke cuda ye. Kurtiya wê li welatan, di sazî, partî û hemû civatan de gava yekdengî hebe, ew civak bi pêß ve naçin. Em dizanin ku kesên li hemberî xeletiyan bêdeng bimîne, ne hevalê baßiyan e. Hevalê xeletiyan e. Niha Tirkiye ji bo wê mînakeke gelekî mezin e. Çapemeniya wê bi piranî bindestê dewletê ye. Dewlet jî nîjadperest e. Hingî çapemenî jî nîjadperestiyê dike. Kesên rewßenbîr nikarin dengê xwe bilind bikin. An jî rewßenbîrî di bin bandora dewletê de ye. Mirov hind dikare rewßenbîr be: bi qasî ku dewlet dixwaze. Oldarî jî di bin xeta dewletê de ye. Mirov dikare qasî ku dewlet dixwaze oldar be. Derketina li dijî wê dibin sedemên rewßên xerab û aloz. Mirov dikare bêje îro çapemeniya tirk dîn bûye. Bêsînor û bêexlaq e. Hemû di êrîß û kirêtkirina li dijî kurdan de azad e. Delîl, argûman pêwîst nîn e. Ji bo ku kurdan pê reß bikin pêwîstiya wan bi hiqûqê nîn e. Ji ber ku zagonên wan ji bo wan in. Heke kesên kurd bi riya qanûnên wan xwe biparêzin ew xeyal e, xewn e. Dewleta ku firßkê wê haveyna wê bi derew, xapandin û nîjadperestiyê hatibe damezirandin, rewßa çapemeniya wê jî dê wisa be. Bi lez û bez çiqas derewan bike, hurmeta wî zêdetir e. Ji ber wê çendê di gotin û nivîsên çapemeniya tirk de dibe ku rastî jî hebin. Lê mixabin mirov nizane çi rast e, çi jî derew e. Kurtiya wê xerabî li xwe kirin. Mîna ku gotina kurdan bi serê Tirkiyeyê de hatiye. Dibêjin: "Agir bi mala yê derewîn ketibû, mala wî sotibû, kesî jê bawer nekiribû." [AW71D3] Rojên pêß rojên serkeftinê ne ßerê rizgariya neteweyî di 15 saliya xwe de dikeve qonaxeke nû. Di nava van 15 salên ßer de pêßketin û guherînên mezin û dîrokî pêk hatin. Ji aliyê civakî, neteweyî û navneteweyî ve, misteweya ku hatiye bidestxistin, nayê redkirin. Lê digel van gavên giranbiha jî wekî ku serok Apo dibêje; "Di vî ßerî de em ne tam bi ser ketin û me ne jî winda kir." Belê ßer êdî hatiye pêvajoyeke wisa ku, li gorî vê pêvajoyê guhertinên nû pêk neyên, dê xetereyên mezin jî derkevin pêßberî têkoßîna me. Divê êdî ßer biqewize radeyeke nû. Ji her aliyî ve "nûbûn"ek pewîst e. Ji ber vê yekê Tevgera Rizgariyê di pêvajoya Kongreya ßeßemîn de "jinûvesazî" xistiye rojeva xwe. Divê her tißt li gorî rastiya xwe bê nirxandin. Di nava rêxistin an jî partiyekê de guherîna bingehîn ne tißtekî ji rêzê ye. Lê carina ji bilî avêtina gavan tu çare namîne. Divê ev yek baß bê zanîn; kesayetiya kurdê kevn, xeletî û tawanên kesayetiya ketî li ber serkeftina dawî astenga herî mezin e. Ji ber vê yekê jî divê 'restorasyon' ji vir dest pê bike. Çima 'Jinûvesazbûn?' Sedemên vê yekê çi ne? Di vî warî de rola dijmin çi ye? Nûbûn dê çawa pêk were? Divê gelê me çawa nêzîk bibe? Rewßa Komara Tirk û hevkarên wê li ber çavan e. Dijmin bêwestan û rawestan êrîßên xwe berdewam dike. Armanca refê dagirker û împeryalîstan bi komploya li ser Serokatiyê qirkirina gelê kurd e. Di nava planên wan de ji bo gelê me jiyan tune ye. ßûrê wan ê qetlê li ser serê gelê me diheje. Û li ser vî ßûrî talan û tevkujî dinivîse. Belê rastiya dijmin diyar e. Lê divê rastiya me jî diyar bibe. Digel van êrîßên faßîst, derfetên serkeftin û dewletbûnê jî derketine holê. Lê êdî bi ßêwe û nêzîktêdayînên berê têkoßîn nadome. Bi helwesta kurdayetiya berê; bi giyan, mêjî û xebata nîvco serkeftin pêk nayê. Heta niha digel fedakarî û wêrekiya mezin dîsa jî em li gorî rêz û rêçikên bav û kalan meßiyan. Tevlîbûna me ya ßer, ne li gorî perspektîfên serokatiyê bû. Hema bêje di her warî de, me bi destkeftinên biçûk qîma xwe anî. Di vî warî rêxistinî, perwerdehî û zanîna me pir kêm ma. Me xwe biçûk dît û bo serkeftinên mezin me xwe amade nekir. Giranbûna demê ji me kesayetiyên serkeftinê dixwaze. Ne ßoreßgeriyeke kêm û çewt; lê ßoreßgerî û welatparêziyeke li ser rêz û rêçikên ku Serokatiyê bo me daniye ferz e. Ev yek di Kongreya ßeßemîn a Partiyê de careke din hate zimên. Di serkêßiya wê de tevlîbûn, welatparêzî û ßoreßgeriyeke nû li ser milê me barê namûsê ye. Berî her tißtî dem dema fedaîbûnê ye. Êdî ne yeko yeko ßervan û partîzan; lê hemû gel divê bibe fedayî. Biryarek ji biryarên kongreyê ev e. Mirov û gelê fedayî, berî her tißtî tê wateya vîn, bawerî û wêrekiyeke serdanpê. Bêyî jixwebaweriyê û jiyaneke di welatekî serbixwe û azad de ßer nayê meßadin. Ji bo vê jî heta dawiyê rêxistinîbûn û çalakbûn divê. Rêxistinîbûn û çalakiyên ku di riya armancên pîroz de hatine sazkirin dê gelê me bi ser bixin. Bo me, Zîlan, Rewßen, Bermal; Sema, Fîkrî û M. Xalit di vî warî de sembol in. Hetanî niha qîmeta gotinan hebû; lê divê ji îro pê ve em gotinên bêçalakî bo xwe wekî sûc bihesibînin. Her kurdek divê ji îro pê ve tevgera li pey berjewendiyên ßexsî yan jî malbatî li xwe heram bike. Girêdana nirxên neteweyî, girêdana bo Serok Apo bi tenê wiha gengaz e. Fedayîbûn û ßoreßgeriyeke seranser dê riya serkeftinê veke. Ev jî dê yekbûna mêjî û dil û di bîrdozî û polîtîkayê de kûrbûnê dixwaze. Belê pêvajoya nû digel her tißtî ji bo me bi hêvî, azadî û serkeftinê mißt û tijî ye. Bes, em xwe ji nû ve saz bikin û bi her awayî bibin bersiv. [AW71D4] Li ser globalîzmê Dîroka dirûvdayîna cihanê kevn e. Her împaratorî hewleke nîzamdayînê ye. Mirov dikare ji berî zayînê û pißtî zayînê bi dehan nimûneyan bide. Wekî împaratoriya Îskenderê Makedonî, Qeyserên Romayî, Siltanên ereb, Eyûbî, Osmanî û yên sedsala dawî yên ku wekî kolonyalîzm û împeryalîzm nav li wan bûye. Gera Macelan a li dora cîhanê, macerayên Bartelmi Diyaz, Vasko Dö Gama, Marko Polo, Kristof Kolomb, Robin Cruso û kifßên mezin û hwd. Dehfdarên wan gißtan yek bûn: Desthilatdarî û dirûvdayîna cîhanê. Carina van bi navê îlîm û zanyariyê, carina bi navê dîn û Xwedê, carina jî bi navê aqil, siyaset, îdeolojî û demokrasiyê mohra xwe li serdemên xwe xistiye û bûne dîrok. ßerê di nav mesihiyên ewrûpî û Selehedînê Eyûbî de, ßoreßên mezin mîna yên Fransa û Rûsyayê her yek bi serê xwe celeb û riyeke dirûvdayîna cîhanê ye. Her nîzam; kultur, model û birêveçûnek e, xwediyê ziman, stîl û çeka xwe ye, li gorî serdema xwe navekî ji xwe re peyda dike. Îro jî zêde behsa Nîzama Nû û globalîzmê tê kirin. Mirov ji globalîzmê re dikare bibêje cîhangirî, temamgirî yan jî heralîgirî. Ev hinekî jî tê wateya rakirina sînoran, mafê mudaxalekirin û avakirina serbest û çareserkirina pirsgirêkan bi ßêweyekî global. Gava mirov di sala 1999'an de li meseleya globalîzmê ango li Nîzama Nû û rewßa cîhana îro dinêre, di nêrîna ewil de çend tißt berbiçav dibin: 1- Globalîzm berî her tißtî bend û îtîfaqa rojavayî û NATO'yê ye. Di vê maneyê de jî teng e, bi navê xwe re li hev nake û pê re ne rast e. Pißta xwe dide zoreke gelekî qebe, mutleq û total. Ew sal bi sal mîlîtarîze dibe, êrîßkartir û hartir dibe. 2- Globalîzmê Neteweyên Yekbûyî bêdesthilatdarî û bêfonksiyon kiriye, NATO'yê dixe ßûna wê. Bi vê yekê re jî çi bigir % 10'ê endamên Yekîtiya Neteweyan li Asya, Afrîka û Amerîkaya Latînî bi tißtekî hesab nake û hewl dide ku desthilatdariya 19 dewletên NATO'yê û çend dewletên ser bi vê paktê bi her aliyê cîhanê bide qebûlkirin. Welatê qebûl nake, bi tenê dihêle. Avê ji ser qut dike. Ferman û qiyametê lê radike û nahêle ku ew careke din riya ber lingên xwe bibîne. 3- Bi globalîzmê re, yekmerkeziyetî û sentîralîzmeke amerîkî jî çêdibe. Amerîka xwediyê gotina dawî û sereke ye. 4- Pirsgirêkên neteweyî û navneteweyî li gorî berjewendiyên Amerîkayê û hinekî jî van çend dewletên rojava yan jî serbirojava têne çareserkirin. 5- Globalîst çend pîvanan bi kar tînin. Li cihekî ji sipî re dibêjin sipî, li cihekî din jî ji eynî rengî re reß, an jî tißtekî din dibêjin. Mesela, bi navê mafê xelkê Kosovayê Sirbîstanê didin ber bombeyan. Li aliyê din Demirel, Ecevit û Tansu Çiller a ku Miloseviç avê li destên wan nake, diparêzin û hûn çi dikin li kurdan bikin, hûn serbest in dibêjin. Durûtî û nerewayiyeke mezin heye li vir. Teslîmkirina Serok û peyre daxistina deriyê MED-TV'yê, ne bi tenê du neheqiyên mezin in li kurdan, belê her wiha du sebebên herî cîdî ne jî ku ji her neteweyî zêditir kurd li Nîzama Nû bi ßik û bi xof binêrin û baweriyê pê neynin. Nîzama cîhanê ku em tê de tunebin û bi ser de jî ew serokê me bißîne mirinê, zimanê me qedexe bike, emê çawa xwe bispêrinê û çawa jê re li çepikan bidin!? [AW71D5] 333 sal berê, roj "Tasek ji vê ava zelal Nadim bi hewzê Kewserê Levhatina Qesra ßîrîn Jê nabînim tu meferê Pißtî ku roja me bû tarî Mirin xweß e ji emberê" Dema ku Ehmedê Xanî ev gotinên jor nivîsîn, ew çardeh salî bû. Yanî di sala 1665'an de. Bi awayekî din, em dikarin bibêjin ku ev helbesta Xanî bîstûßeß salan pißtî Peymana Qesra ßîrîn hatiye nivîsandin. Lihevparkirina Kurdistanê êßek kiriye nava Xanî, qîrên ku wê demê wî dane, gihîßtine roja me û îro jî ew qîr ji rewßa me re bûne tercûman, ji birîna me re bûne melhem. Feylesofê dûrbîn, welatê xwe ßibandiye rojê, çawa ku kurdan 333 salan pißt re serokê xwe ßibandiye rojê. Qederê bîst ßiîrên feylesof Xanî li ber destê me ne. Beßa edebiyata klasîk a înstîtuyê li ser wan dixebite. Înßeleh di pêßerojê de ew dê bibine pirtûk û bêne ber destên we xwendevanan. Hinek ji wan ßiîran li tu deran nehatine çapkirin. Hinek ji wan jî, li bakurê Welêt nehatine çapkirin. Tam û sûda her yek ßiîrê nayê tarîfkirin. Heçku Xanî îro rûnißtiye, li rewßa kurdan nêriye û bi çavên tijî hêstir, ßiîrên xwe ristine. Mînak: "Aßiqê dilberhebîn dildarê dîdarê xwe ye Da bizane her kesek bê ßibhe xemxwarê xwe ye Maceraya Xidir û dîwarê yetîmê bû selef Vî zemanî her kesek mîmarê dîwarê xwe ye" Xanî di ristika pêßî de ne ku pir ji xwe re dixwaze. Ne ku egoîst e. Qala kedê dike. Li gorî wî, yê ku neafirîne û ne xemxwarê xwe be, nikare bide jî. Yê ku dilê yara xwe nexwaze, nikare dilê xwe jî bide tu kesên din. Di ristika duyemîn de jî, dibêje êdî ew meseleya ku Xocê Xizir tê, dîwarê sêwiyekî xera dike û dema ku sêwî ji nû ve dîwarê xwe lê dike, di kolanê de gencîneyekê dibîne, bûye çîrok. Divê ku kurd bi xwe hewl bidin da ku bibin xwediyê welatê xwe. Evîna Xanî wisa afat e ku di tu sînorên olî, neteweyî û kevneßopî de hilnayê. Tu tißt nikarin evîna wî qeyd û bend bikin. Çawa ku gotiye; "Paßê lêvê wê dê venaxwim mutleq ava Kewserê Min nivê dunya bi carek paßê wê sîmen berê Ger bizanim ez di heßrê de nebînim dilberê Cenetê dê pê çikem pê wer bikim xaka ser rê" Wekî ku tê dîtin, Xanî bi alîkariya bawerî û ilmê tesewûfê, evîna xwe ya ku damarên wê ji hezar salan berê tên û hê jî didome, ji cenetê bilintir digre. Çawa ku îro jî dermanê me evîneke kûr e, zanîn û ilmekî dorfireh e, Xanî wî zemanî ev tißt wiha aniyê zimên; "Meger her min divê dilber, du sed ilmî bikim ezber Ji xilxalan dibit ebter, mela mexsûdê xilxalî Mela mexsûdê min xal e, ne milk û menzel û mal e Ne ilmê qal, ew hal e me hasil kir bi ebdalî Me hasil kir bi xizanî, bi mißtaqî û heyranî Wekî kenca di wêranê, me peyda kir bi remalî..." [AW72A1] Di hiqûqê de kambaxtirîn rewß Qanûna bingehîn a tirk kete bin çavdêriya normên navneteweyî Bi dîl girtina Serokê PKK'ê Abdullah Öcalan, pergala hiqûqî ya Tirkiyeyê, çi li qada navxweyî çi li qada navnetweyî, dibe sedema gotûbêjên dûvedirêj. Lewre qanûnên Tirkiyeyê di qada navneteweyî de têne darizandin. Ev yek, Tirkiyeyê dixe tengasiyê. Ev bi salan e ku rayedarên Tirkiyeyê dibêjin: "Em welatekî hiqûqperwer û demokrat in." Ev dîtin, pêßîn ji aliyê Serokê Qanûna Bingehîn Ahmet Nejdet Sezer, dûre jî ji aliyê Serokê Dadgeha ßêwirmendiyê (danýßtay) Erol Çýrakman ve hate redkirin. Bi baweriya Sezer û Çýrakman, ji bo ku Tirkiye bikaribe di warê mafên mirovan de, li gorî normên navneteweyî tevbigere û ber bi demokratîkbûnê ve biçe, pêwîst e qanûna bingehîn ji binî ve bê guhartin. Digel van rûdanan, Tirkiye hîn ji tesîra "qeyrana turbanê" rizgar nebûbû, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê giliya Tirkiyeyê li ba Konseya Ewrûpayê kir. Bi baweriya Parêzerê Öcalan Hasip Kaplan, eger Tirkiye li gorî prosedûrê tevnegere, dibe ku serîlêdana wê ya bo endamtiya Konseya Ewrûpayê, ji ber Doza Öcalan bê îptalkirin. Tirkiye, ev cara duyemîn e ku beramberî rûdaneke bi vî awayî dimîne. Li pey ragihandinan, Tirkiye di Doza Titina Loizidou de, ku pißtî Tevgera Kibrisê mala wê li Kibrisa Bakur mabû, Tirkiye bi dayina 875 dolarî hatiye cezakirin. Hîn wê demê, ji ber ku Tirkiyeyê di dayina pereyan de problem derxistine, endamtiya wê ya bo Konseya Ewrûpayê hatiye nîqaßkirin. Bi baweriya parêzerên Öcalan, ji ber ku wê dewleta tirk di doza Öcalan de, ne li gorî normên hiqûqa navneteweyî tevbigere, jixweber wê nedemokratîkbûn û nehiqûqiya qanûnên wê, jixweber dê berbiçav bibe. Li gorî nirxandinên komîsyonên biyanî, hiqûqnas û parêzerên Öcalan, Tirkiye li aliyekî bi gotinan xwe demokratîk dide nîßan, li aliyê din jî di Doza Öcalan de rêbazên ku heta niha ji aliyê tu dewletan ve nehatine bikaranîn, bi kar tîne. Li aliyê din, li gorî lêkolînên Komeleya Mafên Mirovan (ÝHD)'ê, 146 kes ji ber dîtin û ramanên xwe di girtîgehan de ne. Lê Tirkiye, li ßûna ku di warê mafên mirovan û derbirina ramanan de, li gorî normên navneteweyî guherînekê pêk bîne, bi nêzîktedayîna astengirin û qedexekirinê qanûnên nû datîne. Niha li dora 152 qanûn û di ser 700'î re xalên qanûnan, li ber derbirina raman û darizandineke dadyane (adîl) asteng in. Wekî mînak; Qanûna Komeleyan, Qanûna Lijneya Perwerdeya Bilind (YÖK), Qanûna Partiyên Siyasî, Qanûna Avabûna Dadgehên Ewlekariyê yên Dewletê, Qanûna Rewßa Awarte, Qanûna Çapemeniyê, Qanûna Têkoßîna bi Terorê re û Qanûna Meß, Çalakî û Civînan. Çi cara ku rêxistinên sivîl û saziyên mafên mirovan guherîna van qanûnan xwestibe, rayedarên Tirkyeyê mercên taybet ên Tirkiyeyê wekî sedem nîßan daye û li ber pêßketin û guherînan bûye asteng. Ev hincet, carina "xeternakiya komûnîzm"ê, carina "xeternakiya ßerîatê" û carina jî "terora cudaxwaz". Di vê derbarê de, Serokê Gißtî yê Komeleya Mafên Mirovan Akýn Birdal di civîneke çapemeniyê de da zanîn ku, bi van sedeman ev bi salan e ku di warê mafên mirovan û demokratîkbûnê de tu gav nayên avêtin. Wî, diyar kir ku bi polîtîkayên pêßdarazî û nîjadî, tu problem çareser nabin. Birdal, wê 3'yê meha pûßberê ji ber dîtin û ramanên xwe bikeve girtîgehê. Yaßar Kemal: Dinya Tirkiyeyê rexne dike lê ne xema wê ye Komeleya Mafên Mirovan, li ser van qewmînên nedemokratîk û neqanûnî, bi awayekî gißtî li dijî qanûnên ku der barê darizandin, derbirina raman û mafên mirovan de astengiyan derdixin, bi navê "Azadî bo Derbirina Ramanan" kampayayek da destpêkirin. Serokê Gißtî yê KMM Akýn Birdal 8'ê gulanê civîneke çapemeniyê li dar xist û bernameya kampanyayê ragihand. Birdal, got ku, ligel ku Tirkiye ji sala 1954'an ve alîgirê Peymana Mafên Mirovan a Ewrûpayê ye, ji sedî sed mafên ku di peymanê de cih digirin, nade hemwelatiyên xwe. Wî, diyar kir ku, wekî kesan, bo dewletan jî 'pê ewlebûn' û 'li ser sozê xwe sekinîn' rêbazeke hiqûqî û etîkî ye. Di heman civînê de nivîskarê navdar Yaßar Kemal jî axivî. Bi baweriya Kemal, tu carî mafên mirovan ji rojevê dernakevin. Kemal da xuyakir ku, her deh sala carekê mafên mirovan ên nû têne afirandin. Bo mînak, berê mafê xwezayê û zarokan tunebûye. Wî got, roj bi roj li darê dinyayê sînorên demokrasiyê berfireh dibin lê Tirkiyeyê tißtekî bi vî rengî pêk nayê. Yaßar Kemal wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em niha di bin zordariyeke mezin de ne. An em dê biaxivin bikevin girtîgehê, an jî em napeyivin. Ez ji girtîgehê xwe nadim alî. Ez ji bo azadiyê têdikoßim. Kêßeya Kurd jî beßek ji têkoßîna min a demokratîk e. Lê rojekê, ku fersendê bibînin, wê bi guhê me herduyan (Akýn birdal) bigirin û bavêjin hundir. Ji ber ku qanûnên Tirkiyeyê destura vê yekê didin. Hemû dinya Tirkiyeyê rexne dike lê ne xema wê ye. Deh salan jî me mahkûm bikin, tißtek naguhere. Ez çiqas navdar bim jî Tirkiye dikare min mahkûm bike. Lê têkoßîna min wê bidome. Ji bo ku li Tirkiyeyê, ne ßer lê demokrasî pêk were, ez dinivîsînim. [AW72A2] Nivîskar û Rêveberê Partiya Çep ê Swêdê ßerefxan Cizîrî: 'Belediyeyên Hadep'î dikarin roleke siyasî jî hilgirin ' Tu dikarî hinekî ji me re bi gißtî behsa Partiya Çep bikî? - Partiya Çep, xwedî dîrokeke pir kevn e. Par, sala 1998'an, me 90'emîn salvegera avabûna partiyê pîroz kir. Partiya Çep, ßaxek ji tevgera çep a cîhanê ye. Dema ku di sala 1917'an de ßoreßa Oktoberê li dar ket, ew li dinyayê bi navê sosyal demokratan hatibû organîzekirin. Di wê demê de, çepên çepan, ev nav ji xwe re nermik dît. Wan, ev nav, wekî navekî bêsifat û heta mirov dikare bêje bênaverok dît. Dûvre navê xwe guhart. Her partiyeke çep, bi navê welatê ku jê ye, hate naskirin. Li Sovyetê, Partiya Komûnîst ya Sovyetê, li Fransa û li Spanyayê û li gelek deverên din, heman rêbaz bi kar hat. Çepên swêdiyan jî heman metod bi kar anî. Di destpêkê de, navê partiyê "Partiya Sosyal Demokratên Çep yên Swêdê" bû, peyre di sala 1918'an de, ev nav hate guhartin. Partiya Çep, partiyeke temendirêj e. Mirov dikare dîroka partiyê bike du beß. Serdema yekemîn, ku ji sala 1918'an heta 1950'î ye, helwesta partiyê kêm û zêde mîna partiyên komûnîst ên cîhanê ye. Lê pißtî salên 1950 60'î, di nava partiyê de hinek xetan xwe rexne kir. Wan, raboriya xwe rexnekir û danûstandinên xwe yên bi Sovyetê re di ber çav re derbas kirin. Di nava partiyê de xetên wiha rû da. Mirov dikare bêje, partiyê pißtî sala 1960'î li dijî Sovyetê serxwebûna xwe ragihand. Ji wê rojê û vir ve, partiyê karên pir hêja kirine. Ji bo ku mirov bikaribe siyasetê biafirîne, gavên nû pêwîst in. Divê mirov bikaribe di hinek meseleyan de îdeolojiya xwe biguherîne. Bo nimûne, berê Sovyet wekî ßablon bû. Hema her kesî ji Sovyetê polîtîka îthal dikir û li gorî wê dimeßiya. Ji bo her tißtî ev derbas dibû; ji bo meseleyên kulturî, aborî û sendîkayî û hwd. Lê pißtî salên 60'î, partiyê xwe ji nû ve saz kir û polîtikayên xwe, bi xwe diyar kirin. Li pey vê yekê, partiyê karên pir hêja kirin. Wekî mînak, partiyê hemû rewßenbîr û akademîsyenên marksîst û yên ku xwe nêzîkî partiyê didîtin, teßwîqî çêkirina projeyan kirin. Îro jî, ev xet berdewam e. Ger îro Partiya Çep, yek ji mezintirîn partiyên Ewrûpayê ye, hinekî jî deyndarê vê xwenûkirinê ye. Em partiyeke komûnîst in. Em bi xwe, marksîzmê dixwînin, klasîk û dîroka sosyalîzmê dixwînin. Em dixwazin van yekan, li vî welatî, bi fikreke azad û hißekî gelekî rihet, li gorî rastiyên ku li vê civakê hene, têxin jiyanê. Li aliyê din meseleya demokrasiya navxweyî jî, ji bo me pir girîng e. Bi baweriya me, sosyalîzm bê demokrasî, demokrasî jî bê sosyalîzmê nabe. Partiya Çep a Swêdê, meseleya demokrasiya navxweyî pir zelal kiriye û gihandiye pîvanên pir berz û bilind. Di hilbijartina dawîn a li Swêd, rewßa partiya we çi bû? Tu dikarî hinekî behsa vê jî bikî? - Di hilbijartina dawîn de, me % 12'yê dengan girt. Ji partiya me 43 parlementer hatin hilbijartin. Ev ji bo me, ji bo çepan serketineke hêja ye. Niha jî, em ji derve ve, pißtgiriya hikûmeta sosyal demokratan dikin. Me dil nekir, em bi sosyal demokratan re koalîsyonê çêbikin. Em pêßniyaran pêßkêßî hikûmetê dikin. Piraniya van pêßniyaran jî têne qebûlkirin. Bo nimûne, sosyal demokratan gelek pêßniyarên ji bo "civaka refah" ji hevalên me wergirtine. Projeyên di warê tendirustî û hîndekariyê de, dîsa organîzekirin û birêvebirina van xebatan, ji aliyên hevalên me ve hate pêßniyarkirin. Ev pêßniyar, bi dengên parlementerên sosyal demokrat hatin pejirandin. Di van salên dawîn de, partiya we dixwaze dest biavêje problem û arîßeyên derve. Danûstandina we, bi partiyên çep yên cîhanê re çawa ye? - Pißtî hilweßandina Dîwarê Berlînê, tevgera komunîst jî ji hev belav bû. Hevalê me jî, bi biryarekê, hemû têkiliyên xwe yên navneteweyî betal kirin, ji bilî têkiliyên bi welatên Skandînavyayê re. Çend sal, wisa bê têkilî û danûstandin derbas bûn. Dûvre endamên me, hevalbend û dilxwazên partiyê got, partiyeke wekî ya me, divê di meseleyên navneteweyî de jî xwedî polîtîka be. Partiyê jî ji nû ve dest avêt polîtîkaya derve. Niha jî em hatine qonaxekê ku, li Ewrûpayê bi navê Neu Ewrûpa Left Forum sazûmanekê ava bikin. Yanî Forûma Çepên Nû li Ewrûpayê. Ev wekî nîv-înternasyonalekê ye. 17 partiyên mezin yên Ewrûpayê endamên wê ne. Di meseleyên navneteweyî de, em wekî blok, kom tevdigerin. Niha ev form, tenê di çarçoveya Ewrûpayê de ye. Lê partiya me dixwaze têkiliyên xwe firehtir bike. Ji ber vê daxwazê ye ku, partiya me dixwaze Kêßeya Kurd û Kurdistanê, Filistîn, Tîmûra Rojhilat û Sehra Rojavayê, ji nêzîk ve nas bike. Ev biryar, di kongreya me ya berî bi du salan de hate rojevê û di heman kongreyê de jî hate qebûlkirin. Te behsa NELF'ê kir, ku Yekîtiya Partiyên Çep yên li Ewrûpayê ye. Gelo HADEP jî nikare bibe endamê vê forûmê? Ji ber ku ev ji bo HADEP'ê gelekî girîng e, ku deriyê xwe bo Ewrûpa û cîhanê veke. - Belê. Me ev biryar ji hevalên HADEP'ê re pêßkêß kirine. Haya hevalan ji NELF'ê heye. Partiyên ku endamên vê yekîtiyê ne, me ew ji bo endametiya HADEP'ê amade kiriye. Ger HADEP xwe amade bibîne û serîlêdana xwe bike, pêßî dê wekî çavdêr beßdarî pêvajoyê bibe. Dûvre jî dê bibe endamê esasî. Niha armanca me ev e ku em HADEP'ê bînin nava hêzê. Dawiya dawî jî hesil HADEP bi xwe ye. Berî her kesî ew divê vê endametiyê bixwaze. Wekî din jî HADEP divê bernameya xwe zelal bike û lê bixebite li ser nasnameya xwe têkiliyên xwe bi derve re bi pêß bixe, ger wiha be, ev dê ji bo Kêßeya Kurd pir baß be. Jixwe niha di warê teknîkî de jî hinek problem û mußkuleyên HADEP'ê hene. Îro gelek endamên wan girtî ne û gelekên din jî nikarin derkevin derveyî welêt. Çima girîng e? Ji ber ku HADEP'ê di hilbijartinan de belediya 40 bajaran bi dest xist û ev jî pir girîng e. Aliyekî din ya vê meselêyê jî siyasî ye. Gelo ev nûner nikarin roleke siyasî jî pêk bînin, çi di qada navneteweyî û çi jî di qada navxweyî de? - Rast e. Ev mirov ji aliyê gel ve hatine hilbijartin û nûnerên gel in. Ev mirov di Doza Kurdan de xwedî dewr û rol in. Ger dewlet bixwaze, bi rastî dikare bi wan re diyalogê bi pêß bixe. Bêguman Kêßeya Kurd tißtekî gißtîtir e. HADEP dikare roleke mezin jî pêk bîne, ger dewlet bixwaze. Lê dewlet pir nîjadperest e. Bi kurtayî dewlet bi xwe dikare vê meseleyê çareser bike. Bi qasî ez pê dizanim, têkiliyên we bi HADEP'ê re pir xurt bûne. Ev du car in ku, hûn tevlî sekreterê we yê gißtî yê navneteweyî diçin Kurdistanê û bi rayedarên HADEP'ê li hev rûdinin. Hûn di hilbijartinan de jî li Kurdistanê bûn. Tu dikarî ji xwendevanên me re hinekî qala çavdêriyên xwe bikî? - Esas wekî min berê got, ev biryara me ya ku emê meseleya kurdan derxin pêß, ji mêj ve hatiye girtin. Hevalê me, di salên hefteyî de pêßniyar ji bo Kêßeya Kurd birine Parlementoya Swêdê. Heta niha wisa bûye. Hevalên me pêßniyar birine parlementoyê lê tißtên berbiçav çênebûne. Pißtî ku kongreya me biryar da, ku em Kurdistanê bikin yek ji wan xalên esasî ku emê pißtgiriya wê bikin, çarçoveya alîkariyê di nava partiyê de hate munaqeßekirin. Û di dawiyê de, biryara ku em dê bi HADEP'ê re projeyan çêkin, hate dayin. Sala derbasbûyî, me projeya xwe pêk anî. Me dê di hinek aliyan de alîkariya wan bikira. Hevalên partiyê biryar da ku ez, wekî nûnerê partiyê jî sekreterê navneteweyî û hevalek jî ji nava ciwanan em herin Kurdistanê. Em li dorê hefteyekê li bajarên Kurdistanê man. Me bi HADEP'iyan re hevdîtin pêk anîn. Ev, ji bo hevalên me yên swêdiyên ku dixwest partiyê ji nêzîk ve nas bikin, pir baß bû. Li vegerê, daxwaza hevalên ji me ev bû ku, em di hilbijartinan de jî biçin Kurdistanê. Cara duyemîn em li ser vê daxwazê çûne Kurdistanê. Lê, vê carê me nekarî em hemû programên xwe pêk bînin. Dewletê, rê li pêßiya me girt. Bo nimûne, me nekarî em xwe bigihînin meßa mezin ya li Diyarbekirê. Lê dîsa jî me bi awayekî berdewam, bi riya telefonê têkilî bi ajansên navneteweyî, bi Parlementoya Ewrûpayê re û deverên pêwîst re datanî. Ji forma ku me behs kir, pißtgiriyeke pir xurt bo HADEP'ê hate kirin. Bi îmzeya van 17 partiyan, faks ji Navenda HADEP'ê re hate birêkirin. Tu dikarî encama hilbijartinê binirxînî? - Bi raya min, encam ji bo HADEP'ê pir serketî ye. Cara pêßî ye, dê gelê me xwe bi xwe îdare bike, dê kurd bajarên xwe bi rê ve bibin. Bêguman problemên bajarvaniyê hene. Ger serokên belediyeyan di nava gel de xizmetên baß bikin, dê encamên pir mezintir di pêßerojê de werbigirin. Dîsa hemû tißt ne aborî ye. Têkiliyên baß bi gel re gelekî girîng in. Jixwe hevalên HADEP'ê ji nava gel tên, bi baweriya min wê di vî warî de problem dernekevin. Yê me jî çi ji destê me bê, em dê alîkariya wan bikin. Ev dikare di warê tecrûbeyên bajarvaniyê bin, dikare alîkariya siyasî be yanî çi ji destê me bê, em teqsîr nakin. Baß e. Tu dikarî hinekî jî behsa hilbijartinê bikî? Çawa derbas bû? Zehmetiyên ku dewletê deranîn pêßiya HADEP'ê çi bûn? - Ger HADEP, di zemîneke azad de, bêyî tade, girtin, îßkence û metodên antîdemokratik, ku bi destên polîs û leßkerên dewletê dihate kirin, têketa hilbijartinê, wê HADEP'ê du car ji dengên xwe zêdetir deng girtibûna. Me ev bi çavên serê xwe dît. Bi raya min, xurtiya HADEP'ê ev e ku, ew di nava gel de organîze bûye. Sebeb ev e ku, wê bi pereyekî pir hindik, ku têra komeleyeke partiyeke normal nake, hemû kampanyaya xwe meßand. Li aliyê din, berî hilbijartinê bi mehekê bû ku, dewletê digot em dê HADEP'ê bigirin. HADEP, di van ßertan de beßdarî hilbijartinê bû. Lewre encama hilbijartinê ji bo HADEP'ê serketin e. Tu bi gißtî hilbijartina Tirkiyeyê çawa dibînî? Bo nimûne tu xurtbûna MHP'ê çawa dinirxînî? MHP ji Ewrûpayê ve çawa dixuye? - Niha bi raya min, li ser Kêßeya Kurd hemû partiyên Tirkiyeyê wekî hevdu difikirin. Ferqa di nava wan de pir hindik e. Erê, MHP xwedî raboriyeke faßîst e. Endamên wê beßdarî gelek qetlîaman bûne, teror kirine, ku ew bi xwe jî vê înkar nakin û dibêjin jî. Dîsa jî ev partiya dewletê ye. Mêjiyê van partiyan dewlet e. Dewlet, bi xwe nîjadperest e. Rast e, MHP di hinek meseleyan de ji partiyên din bêhtir sîstematîktir difikire. Hew ev e! Li aliyê din MHP'ê xwe ji nû ve bi rêxistin kir. Pißtî mirina Türkeß, xwe ji bin tekela serokekî rizgar kir. Rewßenbîr û akademîsyên ku wekî wan difikirin, li dor xwe civandin. Partî, ji aliyê kesên ku di warê xwe de zana û ßareza ne hate îdarekirin. Her wiha têkoßîna li dijî PKK'ê ew pir xurt kir. Ewrûpî, MHP wekî partiyeke mekroh dibînin. Dibêjin ev partî nikare Kêßeya Kurd çareser bike û wekî partiyeke faßîst jî tê binavkirin. Ew, di sala 1955'an de li Baßûrê Biçûk li Qamißloyê ji dayik bûye. Malbata wî, ji ber hinek meseleyên bi Dewleta Tirk re, derbasî Baßûrê Biçûk dibe. Cizirî, heta 6 saliya xwe jî li wir dimîne. Pißtre malbata wî, derbasî Serxetê dibe û li Herêma Omeriyan dihêwire. Zarokatiya wî, li gundên Omeriyan derbas dibe. Pißtî ku ew, di sala 1975'an de Lîseya Nisêbînê diqedîne, derdikeve derveyî welêt. Ji wê salê heta îro li Swêdê dimîne. Li Swêdê, xwe li dibistana bilind qeyd dike. Pêßî, beßa dîrok û siyasetê dixwîne. Pißtî ku xwendinê tewaw dike, li ser rewßenbîrekî Swêdî, bi navê "Nivîskarî û Îdeolojî" mastira xwe amade dike. Vê xebata xwe jî, dûvre wekî pirtûk çap dike. ßerefxan Cizirî, di ber xwendekariya xwe re jî, di nava tevgera kurd de, bi ßêweyekî aktîf dixebite. Ew, ji sala 1981-82'yan heta îro, endamê Partiya Çep a Swêdê ye. Wî, di hemû ßax û qadên partiyê de, bi awayekî çalak xebat kiriye û bûye endamê gelek komisyonên partiyê. Cizirî, li dora 12 salan serokatiya Belediya Hudîngenê kiriye, ku yek ji mezintirîn bajarên li dora Stockholmê ye. Di vê demê de, ew li ser demokrasiya herêmî radiweste. Ev du serdem (dönem) in ku, ew ji lîsteya Partiya Çep, wekî cîgir-parlementer tê hilbijartin. Her wiha ew, di du kongreyên dawî de, wekî endamê navendî yê partiyê hate hilbijartin. Niha jî, endamê komîteya karê derve yê partiyê ye. Di ber van karên siyasî re, ßerefxan Cizîrî karê rewßenbîriyê jî dike. Heta niha, bi zimanê kurdî û tirkî 4 pirtûkên wî hatine weßandin. 2 pirtûkên wî yên din jî di çapê de ne. Ku yek ji wan bi zimanê kurdî ye û li ser edebiyata devkî ya kurdî ye. ßerefxan Cizirî, bêhtir li ser mijarên dîrokî, wêjeyî û felsefeyî dinivîse. ß. Cizîrî, Serokatiya Belediyeya Hudingenê, ku yek ji girîngtirîn bajarên derdora stokholmê ye, kiriye. Cizîrî, dema hilbijjartinan li Kurdistanê bû. Bi dîtina wî, HADEP di hilbijartinan de bi ser ketiye û roleke dîrokî hildaye. Ew dibêje ji bo alîkariya HADEP'ê, çi ji destê wan bê ewê bikin. [AW72A3] Serokê Belediyeya Wanê ßehabettin Özarslaner: 'Em jî dixwazin vî welatî bi rê ve bibin' Serokê birêz, di serî de em dixwazin hûn encamên hilbijartinan binirxînin. Di hilbijartinên 99'an de, li bajarê Wanê hilbijartin, ji bilî çend bûyerên mûnferîd ku ji aliyê hêzên dewletê ve hatin kirin, di bin mercên asayî de derbas bû. Bêgûman di vî warî de gelê me jî peywira xwe baß bi cih anî û baldariya xwe bi awayekî zelal nîßan da. Li Wanê bi radeya % 70'yî HADEP'ê deng girtiye, lewre jî pêwîst e ku ev partî ji hêla her derdor û ramanî ve bê pejirandin. Di hilbijartina derbasbûyî de, di warê deverî (herêmî) de em serketî derketin. Di warê gißtî de sedema biserneketina me, ne bi tenê em bûn. Li ser sindoqan hilbijêrên me hatin çewsandin. Li Tirkiyeyê 250 hezar sindoq hene. Di her sindoqê de bi kêmasî 5 dengên me heger hatibin dizîn, ev jî dike milyonek û 250 hezar deng ku ev beramberî %'î 5'ê hemû dengan e. Di rastiya xwe de partiya me, bendava ji %'î 10 bi rehetî derbas kiriye. Di nav gel de qenaetek heye; dibêjin hêzên dewletê nahêlin ku belediyeyên ku HADEP'ê bidestxistine, bixebitin.... Heta niha me tißteke bi vî rengî his nekiriye. Lê em dizanin ku çav li ser me ne. Di serî de dihate gotin ku em dê beßdarî merasîmên 23'ê Avrêlê nebin. Lê me ev tirs serobino kir. Em beßdarî wê merasîmê bûn. Ji berê ve em dibêjin ku zagon antî-demokratîk in. Em bi tenê vê yekê nabêjin. Tevahiya serokên partiyên heyî di mîtîngên hilbijartinan de qîr dikir û digot ku li Tirkiyeyê qanûn û zagon ji demokratîkbûnê dûr in. Lê li gorî zagonên heyî jî em mecbûr in ku karên xwe yên belediyeyê bi cîh bînin. Em hurmetê ji encama hilbijartinê re digirin; pêwîst e ku ew jî hurmetkar bin, ji bo serkeftina ku HADEP'ê bi dest xistiye. Ez ne di wê baweriyê de me ku dewlet ji bo xebatên me bibe asteng. Em jî dixwazin vî welatî bi rê ve bibin. Bi dîtina min, di warê aborî de jî astengî dernakevin pêßiya me. Danûstandinên me bi rayedarên dewletê re hene û têkiliyên tekûz di warê aboriya belediyeyê de hatine sazkirin. Gelo ji bo tabloya siyasî, hûn dikarin analîzeke çawa bikin? Tabloya siyasî ya îro, ji ya berê baßtir e. Kiryarên partiyên ku ji xwe re digot "em sosyaldemokrat in" derketin holê. Hema hema bêje tevahiya van partiyan di hikûmetan de cih girt. Di programên tevan de, bi taybetî di programa CHP'ê de, ji bo çareseriya Kêßeya Kurd gelek xalên berbiçav hebûn. Lê hate dîtin ku dema ev partî hatin ser kar, bûne "ker û lal!" Li gorî dîtina min, tabloya îro ji tabloya berê ne xirabtir e. Niha tê gotin ku we belediyeyeke bêdeyn wergirtiye. Gelo rast e ku deynê belediyeya we tune ye? Li hêla din problemên sereke yên bajêr çi ne? Rast e! Deynê belediyeya me tune ye. Kêm û zêde li dora 800 milyonî jî pereyê belediyeya me heye. Serokê kevin yê belediyeyê Aydýn Talay diyar kiribû ku wan parkeke gelek mezin a makineyan dewrî me kiriye. Ev yek ne rast e. Ez li ser kêmasiyên kesan polîtîka û kar nakim. Heger Aydýn Talay tißtên baß kiribin, li ser serê xwe ezê wan bißopînim, na! heger kêmasî jî hebin ezê wan kêmasiyan ji holê rakim. Lê rastî ev e: Li gorî brîfînga ku ku doh min ji hevalên xwe stand, parka makîneyan ku Aydýn Talay gotiye "gelek mezin e" tuneye. Niha 26 otobûsên me hene, lê mixabin 10 ji wan her gav bi qisûr û xirabe ne. 30 taxên me hene îro em nikarin ji bo her taxê otobûsekê bixin seferê. Niha em seferber bûne ku gelê me di warê çûn û hatinê de tengesiyê nekißîne. Pirsgirêka me ya din jî, pirsgirêka paqijiyê ye. Bi rojan em li nava Wanê geriyan. Me dît ku li Wanê "Çiyayên Sergoyan" çêbûne. Di pêßerojê de em dê li bajarê xwe bi navê "Em Wana xwe paqij bikin, Wana xwe paqij bihêlin" kampanyayake paqijiyê bidin destpêkirin. Ez û personelê belediyeyê jî di nav de, ji xwendekaran bigire, heta muxtaran, emê bajêr li hev parve bikin û paqij bikin. Pirsgirêkeke me yê din jî, pirsgirêka avê ye. Li gorî tespîtan %'î 25'ê kesên jiyana xwe li Wanê didomînin, ji avê bêpar in. Li hêla din pirsgirêka me ya kanalîzasyonê heye. Bi taybetî havînan ji ber germê "kolî-basîlî" zêde dibe. Mirov nikare bikeve Gola Wanê. Ji bo ku em Gola Wanê paqij bikin, pewîst e ku em tesîsekê ji bo paqijkirina golê çêkin. Ev pirsgirêk ne bi tenê pirsgirêka Wanê ye, her wihe pirsgirêka dewletê ye jî. Em difikirin ku bi pißtgiriya belediyeyên dorhêla golê, Gola Wanê hêjayî navê wê bikin. Pirsgirêkeke din jî ev e ku, kesên ku heta niha hatine ser karê belediyeyê, xizmet ji bo derdorên ku deng nedane wan, nebirine. Emê xizmetê ji her derdorê re bibin. Rewßa kadroyên we yên teknîk çawa ye? Belediyeya we wê bikaribe xwe fînanse bike? Ji aliyê teknîkî ve kadroyên me kêm in. Niha em hewl didin ku kadroyên xwe yên heyî binasin û kêmasiyên wan tespît bikin. Em di wê baweriyê de ne ku hebûn û çavkaniyên belediyeyê baß bêne bikaranîn, emê di warê fînansmanê de jî tengezar nebin. Gelo we dil heye ku di pêßerojê de bi belediyeyên ku HADEP'ê bi dest xistiye re yekitiyê saz bikin? Belê fikreke me yê bi vî rengî heye. Me niyet heye ku ne tenê yekitiyeke ku bi tenê ji belediyeyên HADEP'ê bi dest xistiye, her wiha bi belediyeyên ku partiyên din bidestxistiye re yekîtiyê pêk bînin. Em difikirin ku "Yekîtiya Belediyeyên Derdora Gola Wanê" ku berê jî hebû xurtir bikin. Gelo di warê çandî û hunerî de projeyên we bi çi rengî hene? Em dê gelek qedr û qîmetê bidin çalakiyên çandî û hunerî. Di salên derbasbûyî de ez bi xwe "Serokê Komeleya Folklorê ya Belediyeyê" bûm. Çend sal berê ev sazî hebû lê niha heye tuneye ez baß pê nizanim. Me dil heye di bin banê belediyeyê de beßên pirtûkxane, tiyatro, kovar, rojname û hwd. ava bikin. Özarslaner, di sala 1953'an de li Ebexê (Özalp) ji dayik bûye. Özarslaner, 13 salan di warê tenduristiyê de dixebite. Di vê navberê de li Zanîngeha Çukurovayê Fakulteya Kargerî û Aboriyê bi serî dike. Di wextê xebatê de di saziyên demokratîk ên memûran de bi awayekî çalak xebitiye, bi gelek surgûn û cezayan rû bi rû maye. Wî, di sala 1985'an de îstîfa kir. Peyre dest bi ßêwirmendiya aborî kir û bi karê aboriyê re mijûl bû. ßehabettin Özarslaner di sala 1990'an de sazûmankarî û sekreteriya bajêr ya HEP'ê kir. Di navbera 1991-93'an de serokatiya bajêr ya HEP'ê û pißtî girtina HEP'ê serokatiya DEP'ê kir. Ew, di heman demê de sazûmankarê HADEP'ê ye jî. Wî, karê Sekreteriya Gißtî û Cîgiriya Serokatiya Gißtî ya HADEP'ê pêk aniye. Özarslaner, di 1995'an de ji Wanê wekî mebûs hate hilbijartin, lê ji ber ku HADEP ji bendê derbas nebû, ew jî neket parlementoyê. ßehabettin Özarslaner, zewiciye û bavê sê zarokan e. Niha jî Endamê Meclîsa HADEPê ye. [AW72A4] ßerê Yûgoslavyayê rengekî nû girt Êrîßên hêzên hewayî yên NATO'yê, ku li ser Yugoslavyayê pêk tîne, hefteya çûyî bi bombebarana li ser Balyozxaneya Çînê ya li Belgradê ku roja 8'ê gulana 1999'an pêk hat, rengekî nû girt. Di vê bûyerê de 3 rojnameger hatin kußtin û 20 kes jî birîndar bûn. Rojnamegerên ku hatin kußtin yek jê nûçegihanê Ajansa Xinhuayê bû, yên ji bo Rojnameya Guangmingê dixebîtin û jin û mêrê hev bûn. Li hemberî vê yekê, gel û rêveberiya Çînê helwesteke tund nîßan da. Bi taybetî xwendekarên zanîngehên Çînê rabûn ser piyan û li hemberî NATO û Amerîkayê xwepêßandanên girseyî pêk anîn. Her wiha di van xwepêßandanên girseyî ku li ber Balyozxaneya Amerîkayê ya Pekînê pêk hat de, ciwanan êrîßî ser balyozxaneyê jî kir. Li ser helwesta tund a Çînê, Serokê DYA'yê Bill Clinton ji Çînê lêborîn xwest, lê rêveberiya Çînê ev yek bes nedît û lêborîneke fermî ji NATO'yê jî xwest. Ajansa Xinhua di nûçeyeke ku li ser mijarê amade kiribû de, ev sernav bi kar anî "Gelê Çînê lêborîna Clinton bes nedît." Di nûçeyê de hatiye gotin ku dilê xizmên qurbaniyên bûyerê bi lêborîna Clinton rihet nebûye, wan pißtgirî daye daxwaza Serokê Çînê Jiang Zemin, a ku ji NATO û Amerîkayê bi awayekî fermî lêborînê dixwaze. Her wiha hatiye gotin ku heke êrîßên NATO'yê bidomin, dê gelek bûyerên bi vî rengî pêk werin. Li gorî nûçeya ajansa navborî nemaze kesên ciwan cezakirina kesên berpirs dixwazin. Rêveberiya Çînê bûyer anî rojeva Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî û xwest biryareke ßermezarkirina bûyerê ji NY'ê derkeve, lê endamên NATO'yê rê neda vê yekê, li ser vê yekê Çîn jî nahêle ku biryareke li ser Kosovayê ji Konseyê derkeve. Endamên NATO'yê dixwazin biryarekê li ser rewßa penaberan û alîkariya bo wan, ji Konseyê derxin. Li gorî nûçeyên ku ji ajansên navneteweyî bi dest dikevin, vê bûyerê gira gelê Çînê ya li dijî DYA'yê derxistiye holê. Tê gotin ku nakokiya di navbera Amerîka û Çînê de ji mêj ve heye, lê bi vê bûyerê gurtir bûye. Tê ragihandin ku li gelek cihan sloganên wekî "Pißtevaniya Yugoslavyayê bike, li hemberî Amerîkayê li ber xwe bide", "Bi Colayê dest bi berxwedana li hemberî Amerîkayê bike, êrîßî MCDonald'sê bike." Hinek kes tirsa xwe li ser gurbûna hestên neteweperest tînin zimên û didin zanîn ku hinek xwendekarên ewrûpî û amerîkî leqayî êrîßên xwendekarên çînî hatine. Gelek çînî di wê baweriyê de ne ku Amerîka dixwaze li gorî dilê xwe pergalekê pêk bîne, li hemberî vê yekê Çînê wekî astenga sereke dibîne, lewre jî hêzên NATO'yê bi zanatî êrîß biriye ser balyozxaneya wan. Li aliyê din tê gotin ku Rêveberiya Çînê jî dixwaze bi vê bûyerê di Kêßeya Kosovayê de bibe xwedî rolekê. Bo nimûne rayedarên Çînê da zanîn ku ew jî dixwazin leßkeran bidin hêzên navneteweyî ya ku li Kosovayê bi cih bibin, lê divê ew hêz ne di bin kontrola NATO'yê de bin, divê di bin kontrola NY'ê de bin. [AW72A5a] Divê Öcalan li dadgeha navneteweyî bê darizandin Endamê Kongreya Amerîkayê Frank Pallone roja 11'ê gulanê di kongreyê de axaftinek li ser Kêßeya Kurd û doza Öcalan kir. Pallone di axaftina xwe de rewßa kurdan û albaniyê Kosovayê daye berhev û bal kißandiye ser helwesta neyinî ya Amerîkayê li hemberî Kêßeya Kurd. Endamê kongreyê Pallon rola Amerîkayê ya di dîlgirtina Öcalan de jî rexne kiriye. Pallon di axaftina xwe de bal kißandiye ser rewßa ku Öcalan tê de ye û êrîßên li ser parêzerên wî jî. Mebûsê amerîkî daye zanîn ku wî digel çend nûnerên din nameyek ji ßanenavkirinê re vekiriye û di wê nameyê de tê xwestin ku Öcalan li dadgeheke navneteweyî bê darizandin. [AW72A5b] Rapora binpêkirina mafên mirovan a meha avrêlê ßaxa Stenbolê ya KMM'ê rapora avrêlê ya mafên mirovan ragihand. Li gorî raporê di meha avrêlê de 1415 kes hatine binçavkirin, 65 kes hatine girtin, girtiyekî jiyana xwe ji dest daye. Her wiha 31 kesî ji ber muameleya xedar û îßkenceyê serî li komeleyê daye. Digel van yekan 38 kes ji mafê jiyanê, 182 karker jî ji mafê xebatê bêpar mane. Wekî din, 8 endamên çapemeniyê beramberî êrîßan mane, polîsan bi ser 14 nûnergehên rojnameyên de girtiye, 51 endamên çapemeniyê jî hatine binçavkirin. Di meha avrêlê de 9 TV û radyo ji aliyê RTÜK'ê ve hatine girtin. Biryara asêkirinê ya 6 rojname û kovaran hatiye dayin. 36 rojname û kovar hatine berhevkirin. Navendeke çandê hatiye girtin. 2 sal û 8 meh ceza hatiye dayîn, bo derbirina ramanan 18 sal tê xwestin. Her wiha di meha evrêlê de 11 cih jî hatine bombekirin. [AW72A5c] Rezervasyon hêviya Tirkiyeyê têk dibin Bi pey agahiyên berdestbûyî, Almanya û Awisturyayê, îsal rezervasyona turîstan ên bo Tirkiyeyê gelekî kêm kiriye. Meha gulanê li Awisturyayê, îptalkirina rezervasyonan derkete %80'yî. ßefê Continentala nûnergehên turîzmê yên deverî Joseph Reitinger-Loska diyar kir ku, pêwîst bû wan bi awayekî acîl mudaxeleyî vê rûdanê bikira. Lewre jî wan dest avêtiye welatên Behra Spî yên din. Di vê navberê de nûneriya gerê KEG Caccia ku girêdayî ßirketa turîzmê ya navdar Check-In a Awustiryayê ye, daxuyaniyeke balkêß ragihand û wiha got:"Tirkiye ji aliyê leßkeran ve tê birêvebirin. Mafê kurdan têne binpêkirin. Pißtî ku Öcalan hate girtin li Tirkiyeyê rewß guherî, lê ßîrketên me serwext nakin." [AW72A5d] Doza Göktepe jî berê xwe da DMME'yê Parêzerê Metin Göktepe Kamil Tekinsürek, diyar kir ku, cezayê ku bo polîsan hatiye dayîn, ne tatmînkar e. Parêzer Tekinsürek dide zanîn ku, eger dadgeh daxwaza wan ya temyîzê nepejirîne, ew dê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê bidin. Diya Metin Göktepe, Fadime Göktepe û xwißka wî Meryem Göktepe digel parêzer Kamil Tekinsürek 10'ê gulanê li KMM (ÝHD) daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand. Biryara dadgehê, di daxuyaniyê de bi du awayan hate nirxandin; li gorî parêzer tawanbarkirina kujeran li welatekî wekî Tirkiyeyê gaveke erênî ye, lê aliyê neyinî, tawanbarnekirina kesên ku fermana kußtina Metin Göktepe daye ye. [AW72A5e] Bi çavên me re dipeyive Di rojnameya The New York Timesê de roja 11'ê gulanê li ser Licê bi ßanenavê Stephen Kinzer nivîseke dûvedirêj hatiye weßandin. Gotinên ßênî baß rave dikin. Yekî gotiye, "Tu dikarî me bibînî, lê tu nikarî dengê me bibihîzî lewre zimanê me xwe morkirî ye." Yekî din jî gotiye "Niha navçe mîna girtîgeheke ser vekirî ye. Em nikarin bipeyivin, em nikarin bêyî raçavkirinê tevbigerin. Lê dîsa jî em xwe azad dibînin, lewre azadî di derûniya mirovan de ye." Li ser hilbijartina berendamê HADEP'ê wekî serokê belediyeyê jî yekî wiha gotiye: "Me xwest em hebûna xwe nîßan bidin, tißtê ku ji destê me dihat ew bû..." [AW72A5f] Amerîka xistina rejîma Sedam daye ber xwe Ajansa Reutersê roja 10'ê gulanê cih daye nûçeyeke li ser Serokê YNK'ê Celal Talabanî. Li gorî nûçeyê, Talabanî di Rojnameya Al-Hayatê de gotiye, "Amerîkiyê sala 1999'an wekî sala guhartina rêveberiya Iraqê diyar kiriye." Talabanî wekî sedema têknêçûna rejîma Iraqê jî polîtîkaya Amerîkayê ya çewt nîßan daye. Ew dibêje "Amerîkayê bawer dikir ku dê Sedam Huseyin bi derbeyekê ji ser kar bê dûrxistin." Serokê YNK'ê wekî sedemeke duyemîn jî nebûna yekîtiya di navbera erebên ßiî û sunî û kurdan de destnîßan kiriye. Wekî tê zanîn DYA ji bo hilweßandina rejîma Sedam pêßniyaz li PDK û PNK'ê kir, lê hêzên kurd hê helwesta xwe diyar nekiriye. Amerîkayê, ji bo vî karî 97 milyon dolar terxan kiriye. [AW72B1] Meh û Roja ßehîdan li dar e: 'Ew ßehîdên mirovahiyê ne' Dîroka Têkoßîna Rizgariya Neteweya Kurdistanê, dîroka ßehîdan e. Têkoßîna hemdemî, li ser xwîna ßehîdan bilind bû, bi pêß ket û her çû mezin bû. Têkoßîn, îro jî li ser xwîna ßehîdan ber bi serfiraziyê ve dimeße. Partiya ßehîdan PKK'ê, di komcivîna xwe ya çaremîn de, biryar stand û meha gulanê, wekî meha ßehîdan ragihand. Dîsa roja 18'ê gulanê jî wekî roja ßehîdan pejirand. Di meha gulanê de lehengên mîna Haki Karer, Halil Çavgun, Mehmet Karsungur, Ýbrahim Bilgin, Çar Lawên Êgir: Ferhat, Necmi, Eßref, Mahmut, lehengên Benavokê Ahmet Kesip, Sultan Yavuz, Ýhsan Çirkan (Mazlumê Biçûk) Ýsmet, Rüstem, Ferik, Ferhan û bi sedan ßehîdên mayin, tev di meha gulanê de ßehîd ketine. Her çiqas bi gelemperî meha gulanê meha ßehîdan be jî, meh wateya xwe di 18'ê gulanê de dibîne. Înternasyonalîstê mezin Hevalê Haki, di 1977'an de dema ku li bajarê Dîlokê (Antab) xebat dida meßandin, ji hêla rêxistineke sixur Stêrka Sor ve, hate ßehîdkirin. Di wê demê de neyar dixwest ku Tevgera Azadiyê bikßîne nava tevgerê, dûvre jî êrîßî ser bike û ji holê rake. Hêj Partî nehatibû avakirin. Gel hêj nû bîrdoziya sosyalîzmê nas dikir. Ji ber vê yekê jî neyar bi destê sîxur û hevalbendên xwe, bi êrîßên cur bi cur dibirin ser Tevgera Azadiyê. Ji aliyekî ßovenîstên tirk ji aliyekî reformîstên kurd û ji aliyekî jî sîxur û hêzên feodal êrîß dibir ser Partiyê. Rêxistinên reformîst ên nîjadperest, rastiya gel nedida ber çavên xwe. Berjewendiyên xwe û malbata xwe di ser her tißtî re digirtin. Dema Tevgera Azadiyê kêßeya neteweyî nirxand û biryara çalakiyan girt, hêzên reformîst berê xwe dan Partiyê. Lewre ev yek li berjewendiyên wan nedihat. Hevalê Haki di bin van zor û dijwariyan de, bi vîneke xurt xebata xwe dida meßandin. Ji bo ßoreßê hemaltî kir Hevalê Haki xwedî kesayetiyeke ßoreßger û înternasyonalîst bû. Lehengê kedê bû. Di jiyana wî de kêliyeke bêked tunebû. Wî, hemaltî dikir, da ku bi wan pereyan pirtûk û kovaran bikire. Devera ku Hevalê Haki biçuyê, birêxistî dibû. Taybetiya herî mezin a wî rêxistinkarî bû. Qiblegeha wî gel bû. Heta hetayê dilsozê Serokatiyê bû. Pêwîstiyên wê yekê, bi her awayî di jiyana xwe de pêk dianîn. Çar Lawên Êgir di taritiya 12 Rezberê de zîndan ronî kir. Di bin zilm û zora faßîzmê de agirê Çaran bû agirê jiyanê. "Agirê Mazlûmê Newrozê" di laßê Çaran de wekî çirê pêket û geß bû. Ev biryareke dîrokî bû. Ev biryar, li dijî qirkirina dijmin, hezkirina jiyanê bû. Dijmin dil dikir, bi riya ßkênandina berxwedana PKK'ê ya li zîndanan, gelê kurd bißikîne. Lewre wê demê zîndan keleha berxwedanê bû. Serokatî li derveyî welêt, li hîcretê bû. Li aliyê din têkoßêrên Partiyê yên wekî hevalê Hayri û Kemal Pir dîl bûn û ji ber vê yekê dijmin dixwest têkoßînê di zîndanê de bißikîne. Dijmin, ji bo vê yekê her cure rêbaz bi kar dianî. Bo mînak, dijmin komikeke bi navê "Genç Kemalistler (Kemalîstên Ciwan)" ava kiribû, da ku girtiyên azadiyê bîne ser xiyanetê. Agirê Çaran, di dema herî dijwar û kambax de, di serê dijmin de teqiya û ew gêj kir. Serok, li ser vê çalakiyê wiha dibêje: " Biryara Hevalê Mazlum pîkoliya bo jiyanê ye. Çalakiya Çaran biryara Mazlum bêhtir bi dest û pî kir. Bi qasî armanca biryarê, awayê wê jî girîng e. Divê bi her awayî bê nirxandin û gel û têkoßerên me, vê yekê wekî rêbaza jiyanê ji xwe re binirxînin." Dilsoziya Çar Lawên Êgir ne dilsoziyeke ji rêzê ye. Di dîroka mirovahiyê de mînakên bi vî rengî ne gelek in an jî gelekî kêm in. Dema ku agir li laßê wan gur dibe, ew dibêjin: "Agir gur bikin!" Çalakiya Çaran ne biryareke ßexsî ye. Heta dawiyê parastina gel, rûmeta Partiyê û parastina xeta Serok e. Dîsa Serok dibêje: "Biryara xweßewitandinê biryareke neteweyî ye. Ji bo jiyanê hurmet, berxwedana mezin û biryara rizgariya neteweyî ye. Ev biryar, li hemberî jiyana ßkestî û pûç, mezinahiya mirov nîßan dide." Baßûr û Bakur kelijand Yek ji ßehîdên meha gulanê heval Mehmet Karasungur e. Karasungur, bi xwîna xwe bakur û baßûrê welêt bi hev ve girêda. Wî, dixwest dubendiyên di nav gel kurd û rêxistinên kurd de ji holê rake. Lewre heta ku gel di nava xwe de yekîtiyê ava neke, ßerê li hemberî dijmin naçe serî. Hevalê Mehmet Karasungur, di duyê gulana sala 1983"yan de ji bo ku rêxistinên kurd li hev bîne diçe Baßûr, lê belê ev rêxistin bi bêbextî Mehmet Karasungur û Ýbrahim Bilgin ßehîd dikin. Hevalê Karasungur, di kesayetiya xwe de yekîtî ava kiribû. Serleßkerekî mezin bû. Ji serî heya dawiyê bi Serokatiyê re bû. Xwedî kedeke mezin bû. Serok çawa li pey ßehadeta Hevalê Baki Partî ava kir, li pey Çaran û Berxwedana 14 Tîrmehê re ßerê çekdarî da destpêkirin û li pey Hevalê Egît jî ava kir. Îro jî li pey ßehadeta Mehmet Karasungur re jî yekîtiya welêt tê danîn. ßoreß, bi qasî ku li Bakur bi pêß ketiye li Baßûr jî bi pêß ketiye. Dawiyê mirov divê tißtekî bîne ser zimên. ßehîdê PKK'ê bi tenê ne ßehîdê partî û gelê kurd in, ßehîdê mirovahiyê ne. Dilsozî û girêdana bi ßehîdan, bi xwepêßxistinê gengaz e. Wekî Serok dibêje: "Dilsoziya bi ßehîdan ew e ku mirov di xeta ßer de neßterê li hemû kêmasiyên xwe bixe. Girêdan bi vî rengî gengaz e." [AW72B2] Zargotin (Botan) ßerbik tijî xizîne li ser bûkê birjîne Sarî zavano (Ev stran, gava ku bûkê tînin, berbû li ser zava dibêjin) Sarî zavano we ßivano, sarî zavano Serê ßaßê gêlono Xêlê te ji baqê gulan o Çiyakê Eynêyo wey ßivano, çiyakê eynêyo Eyni eyn tevde têyo Keçik ereba li deßta yo Vê carê rast e wey ßivano, vê carê rast e Vê mihê ßîr kir maste, Ya te digot mi ji te re xwaste Hinî li ber hinî wey ßivano, hinî li ber hinî Zava xemilî çû xwazgînî Xêlî man bê firavînî Biska kejêyo, wey ßivano biska kejêyo Bavêje nav diriyêyo Me bûk anî ji Bafê yo Biska hiriyê wey ßivano, biska hiriyê Bavêje nav deviyê Me bûk anî ji Tarûniyê Wa li ber conî wey ßivano, wa li ber conî Hersê baskê zer zironî Tarî nebû zavê kire ronî Çiyakê belavê wey ßivano, çiyakê belavê Vê berfê, vê lêlavê, hê keça wa li mala bavê Home li ber weyo ßivano, home li ber home Van pisma (bizina) lex bike kome Me anî anî wey ßivano, me anî anî Me li derê xênî danî Wey saçarî (sed carî) pîroz li wî canî Qaza qelandî wey ßivano, qaza qelandî Wey dotmamê xêl gerandî, wey derê malê reßandî Qaza hûrkirî wey ßivano, qaza hûrkirî devê malê morkirî Wey dotmamê govend xweßkirî Çil û çil derzî wey ßivano, çil û çil derzî Çima tu bi lez î wey ßivano, çima tu bi lez î Emê ji te re bînin, wey ßivano keçika bi kezî Te du bira ne, wey ßivano, te du bira ne Herdukên wek ßêran e, wey ßivano ßabaß ji mitirba ne Te di xwihik in wey ßivano, te du xwihik in Herduk xirnik in wey ßivano ßabaßê mitirban, li nik in Xurcik li dorê wey ßivano, xurcik li dorê Ne kire ne kiryar e, wey ßivano Heta koçer werne xware Va ye bi me re wey ßivano, va ye bi me re Derê mala me re hate wey ßivano Dotmamê bi tirkî axafte Nebê min nîne wey ßivano, nebê min nîne ßerbik tijî xizîne, wey ßivano Ser serê bûkê de birjîne Dayka delal e, tê rûnê pesiya li mal e Daweza ßivan li xal e Dayka cindî ye, tê rûnê ser kursî ye Daweta ßivan li gundî ye Refik çêke wey ßivano, refik çêke Komek zengilok çêke Xêlê ßivan bi rê ke Vê carê newe wey ßivano, vê carê newe Kevnika ketî stûwê, qurbanke dayik û xesûwê. Heval avka ser hinarê (Ev stran, dema ku bûkê ji hundur derdixin, ji aliyê hevalên bûkê ve tê gotin.) Dor kaniyokê bi neferê, lê leylanê ho leylanê Nefele çardeh pele, daykê kor e ne li mal e Mexelê pezê kel e, leylanê ho leylanê Dor kaniyokê ßebeß e, leylanê ho leylanê Dor kaniyokê bi ßebeß e daykê korê ne li malê Mexelê pezê reß e, leylanê ho leylanê Mexelê pezê reß e, daykê korê ne li malê Dor kaniyokê kuncî ye, leylanê ho leylanê Dor kaniyokê kuncî ye, daykê korê, ne li malê Mexelê pezê spî ye, lê leylanê ho leylanê Mexelê pezê spî ye, lê dayikê korê ne li malê Hey hevalê hey delalê, hey hevalê hey delalê Hey hevalê hey delalê, hey hevalê hey delalê Sisê bozê sisê bozê Sisê bozê çav xezalê Heval hevala kaniyê delal delala kaniyê Kezî dirêjin, kezî dirêjin, kezî dirêjin ser paniyê Xwedê nedê, Xwedê nedê, Xwedê nede dê û baviyê Heval dane heval dane, heval dane xerîbiyê Heval hevala qirßika, delal delala qirßika Kezî dirêj in, kezî dirêj in, kezî dirêj in, ser memika Xwedê nedê Xwedê nedê, Xwedê nedê van metika Çawa keç dane gundika, çawa keç dane gundika Heval avka ser hinarê, delal avka ser hinarê Xwe di gelî de, xwe di gelî de, xwe di gelî de berda xwarê Ma kî çavreß, ma kî çav reß, ma kî çav reß çil hivazê Zozan çav reß, zozan çavreß, zozan çav reß çil hivazê Heval avka, heval avka, heval avka ser berûwê Ma ew kî, ma ew kî, ma ew kî çavreß cil di ruwê Zozan çavreß, zozan çavreß, zozan çavreß cil di ruwê Payizok Ez tawî me, ta digirim Roj bi roja xerabtir im Gava ez çav bi lawikê xwe dikevim Ez dikarim heft bar xwêkara ßil hilgirim Hawar e gundîno qiyamet e Bejna zirav xeyidî bi ser rê kete Kesê here wê vegerîne Hem xêr e hem hem jî minet e Eba reßo eba kejî Soz û qerara nede ji bo tu kesî Ji niha heya biharê Ezê dayika xwe bikime xesuwa te jî Behra Wanê li min ßîn kir Du kevokan tê de sobanî kir Ez nizanim delalê dilê min, Li kîjan welatî leßkerî kir Çavên min li rêka berwar e Serê min ji qitana zîv û zera xwar e Wextê çavê min bi bejna zirav dikeve Destê min ji xebata mala bavê min sipîsar e Were mala bavê min Eyßayê Ezê deynim ber te nan û çayê Heke gote 'ma helawa Cizîrê nîn e' Malxerabo mala bavê min feqîr in, ji wan nayê Tavî hat û ji ezmana ßirik hevikin ji kun bana Xwezî Xwedê miradê miradxwaza bikira Yê min bejna zirav weke Leyl û Mecnûn Her du stêrikê li ezmana [AW72B3] Dembuhêrka miriyan Ho cîrano tu kî yî lo!... Ez!... Ez Mihemedê Biro me, ji gundê Zivingê me. Wekî ku ez dizanim, gundê Zivingê dûrî van deran e. Çi karê te heye li van deran? Çima tu li goristana gundê wê hilneanîn? Qey hinekan tu anî doxtor û tu li vir mirî? Ma kesî te nebû ku te bibin gundê te? Na. Na... Çavsor û zaliman em ji gund û warên me penaber kirin. Ne gund ma ne jî goristan. Tev sotin. Em jî neçar man ku werin van deran. Pißtî ku em hatin van deran, em bêkar û xebat man, jar û perîßan bûn. Ez zilamekî navsere bûm lê liserxwe û jîndar bûm. Di vî bajarê genî de di nava sê mehan de merezdarî bûm û mirim. Ji ber jar û tunebûnê ez neçûme doktor û dermanan jî. Wekî tu dibînî ez mirim, ez xistim vê behra bêbinî. Xwezî ez berî vê bi çar mehan bimirama, da ku ez li goristana Zivinga ßikaka veßartama. Wê sebra min bi Apê Silo û Xaltiya Sêvê bihata. Dê Meta Meyro ji me re têr çîrok û çivanok bigotana. Min dê ev ecêb û sosret nedîtana. Îca ez li vî bajarê genî mirim. Ez xistim vê goristana bêser û bêbinî. Ji hezar û du miletî tê de hene. Lê kes kesî nas nake. Wekî saxên wan mirî jî, kes li halê kesî napirse. Kes silavê li kesî nake. Serê ewil tirsa min a mezin ji pirsa Minker û Nekîr bû. Ku bi zimanê biyanî pirsan ji min bikin, kes nîn e ku ji bo min wergêriyê bike. Ku mirov li gundê xwe be, ji zimanê wan fêm neke jî, dê yekî nas ji mirov re wergêriyê bike. Lê li vir ne kesî nas dikim, ne jî kes bi zimanê min dizane. De wele cihê ku Apê Simo lê be, ne hewceyî bersiva mirov e jî. Wî, dê ji ber xwe bersiva min ji wan (Minker û Nekîr) re bidaya. Jixwe Apê Simo, min bi 'dê û bav nas dike'. Dîtiye ku ez ji dayik bûme. Maßele, zimanekî fesih û durist li serê ye ku hakiman dibetilîne. Jixwe hinekî xwendina wî jî hebû. Ê de ka li vê goristana bêserî û bêbinî, mirovê ku rû li kê deyne ku were bersiva mirov bide. Her yek bi halê xwe de ketiye. Hay û ilama kê ji kê heye? Tu dibê qey "gotinên wan bi zêran in" kes li rûyê mirov nanihêre û silavê jî li kesî nake. Ev bû du salên min ku ez li vir im, cara yekemîn e ku tu li min dipirsî. Herhal tu jî biyanî yî, ne ji van deran î? Peyva te dißibe ya Serhadê. Rast e. Ez jî wekî te ne ji van deran im. Lê ew ruwê pêncî salî zêdetir e ku em li vir bi cih û war bûne. Kalê min wekî te nefî bû. Lê me xwe winda kir. Em ketin nav çerxa ristê. Tu qiram û gumanên me jî nebûn. Pißtî xortaniya xwe ez hinekî maldar bûm. Ketim mal û hebûneke qirêj. Me rebenî û belengaziya xwe ji bîr kir. Me dîrok û paßeroja xwe ji bîr kir. Em ji ol û eßîra xwe dûr ketin, ji hebûn û rûmeta xwe dûr ketin. Ji welat û gelê xwe jî dûr man. Me qedr û rûmeta her tißtî bi pereyan pîva. Me got qey mirovî û jiyan tev pere ne. Dû re em bûn, qirdik û pêkenokê alemê. Lê "heta me xwe nas kir, me dawî xelas kir." Lê mirina te çawa bû? Ez nebêjim çêtir e.... lê ezê ji te re bêjim...Ji bîst saliya xwe ßûn de ez maldar bûm. Min jineke biyanî anî. Sê zarokên min jê çêbûn. Min ew mezin kirin û hemû mal û hebûna xwe bi destê wan berda. Min got qey min ew kirine mirov. Lê min wekî bav û kalê xwe ji wan re qet behsa welat û gelê xwe, ol û kevneßopên xwe nekir. Wan jî xwe ji biyaniyan dihesiband. Tu hay û baya wan ji penaberî û rebeniya ku me kißandibû nebû. Wan digot ku qey Xwedê me wer maldar û dewlemend kirine. Pißtî ku temenê min zêde bû, ez ji hal û taqetê ketim. Zarokên min li min nebûne xwedî. Ez avêtim ber derî. Hemû mal û sermiyan ji dest min girtibûn. Ez mame li ber deriyan, ketim nexweßaneyan û feqîrxaneyan. Nêzî du salan min wer kißand. Li guhê mizgeft û gastînan ez razam. Xelk û alemê jî nema ez nas dikirim. Du mehên dawî min xwe avête bêkesxaneya belediyeyê û li wir mirim. Ev ßeß meh in ku ez mirî me. Lê dîsa ne kesî li min pirsiye, ne ne qet! - Lê ew xortê li kêleka te ya çepê kî ye? Tu bi zimanê wî dizanî. Gelo hewala wî çi ye? - Ew jî kurê malbateke maldar û dewlemed e. Navê wî Hakan e, ji ber eroînê miriye. - Guno, guno... Hin ciwan e jî. Çi êß û kulên xerîb li vî bajarî hene. Eroîn, DAS, qanser... yek ji van jî li welatê me tunebû. - Ne das, AÝDS e. A dîtir jî eroîn e ne êß û jan e. Ew dermanê serxweßbûnê ye. - De çi dibe bila bibe! Lê min ew li welatê xwe nebihîstine. Ew jina bedew ku li kêleka te ya din jî ciwan e. Gelo hewala wê çi ye? Belê ew jî jinek bi nav û deng e. Di ciwaniya xwe de mala gelek camêran ßewitandiye. Navê wê Gonca ye, dosta Evdikê Qereçî ye ku demekê bûbû celadê serê me kurdan. Ax û nifirên me ew kor kir. Tevî hevalên xwe Hisikê Rafizî û Sadoyê çavbeloq ketibûn bin kamyonekê hemû mirin. Lê Xwede rihê Sedoyê çavbeloq nestand. Go hîn tu yê kul û derdan pir bibînî. Her ro du melkemotên dest bi gurz têne ser wê jinikê. Her yek, du heban lê didin. Deh tebeqa bi binê erdê diçe. - Lê gelo ew xortê ku bi çend metra ji me wê de, ku her roj bi ax û girî ye, kî ye ? Çi hewala wî ye ? - Belê...Birako ez wî jî ji te re bêjim. Kul û derdên wî jî pir in. Ew ji vî bajarî ye. Li Çiyayê Bagokê hatiye kußtin. Li bajarê te, Mêrdînê endamê tîma taybet bû ye. Di ßerekî taybet de, ku te jî dîtiye, pir zilm û tade li bêçek û gundiyan kiriye. Di ßerekî xedar de hatiye kußtin. Fermandar û malbata wî gotiye ew ßehîd e. Wekî em dizanin "ßehîd ew e ku di ber xaka xwe û gelê xwe de bê kußtin". Lê rebenê min ev rûwê salekê ye ku hê hesabên gundê ßewitî jê tê xwestin. Nikare bersivê bide. Hîn tade û lêdana mirovên bêmecal maye. Hîn qetla deh ßivanan maye. Hîn tecawuza jinên bêmecal maye. Hîn xirakirina teyr û turudan maye. Hîn qurmiçandina dehl û rezan maye. Hîn ßewitandina firîkê nok, nîsk, ceh, genim û zeviyan maye. Hîn bêheqiya cendekê miriyan maye. Hîn xitimandina çal û kaniyan maye. Hîn qirkirina pez û dewaran maye. Hîn hesabê yekê jî nedaye. Îca li xwe dixe û digirî. Dibê: "Ezê çawa hesabê van tevan bidim." Ji fermandar û malbata xwe re jî gotin û peyvên giran dike. Dibêje: "Ka we digot tu ßehîd î, bê pirs û sual cinetî yî?" Ma we çima wer ez xapandim? Ez lawikekîÎzmîrî. Çi têkiliya min bi çiya û baniyên Mêrdîn, Hekarî, ßirnexê heye? Ma morikên diya min li wan deran qetiyabûn. Ew li ku, welatê min li ku. Em li war û welatê xelkê bûne bela. Bi ser de jî di cih û warên wan de, di gund û bajarên wan de me dikujin." Pir poßman bûye. Carina bi ser halê xwe de digirî û wer dibêje: "Em jî çiqas ehmeq in. Ku serok û fermandarên me çi rê bi ber dixin, em jî bêguman dipejirînin. Em dibên qey rast e. Wan ji bo kêf û berjewendiyên xwe me sor dikin. Bera vî gelê mezlûm didin. Û em têne kußtin, zar û zêçên me sêwî û jinebî dimînin. Û dîsa jî hesab ji me tê xwestin. Bi rastî di vê rewßê de kêmasiyên me jî pir in. Gava pir pere dabûn me, gere me fêm bikira... Gava ku nav di me didan, em sor dikirin, digotin 'hûn leheng in û qehreman in', ger me fêm bikira. Perên ku didane me ne pir bin jî, dîsa jî ji meaßên hemû karmend û karkerên wan zêdetir bûn. Ma me fêm nedikir ku ew anoßî ji bo çi ne? Me qet hißê xwe nedida serê xwe. Me ne digot ku gava li me bû pêsîrtengî, yewnanan bajarê me dagir kir, ew hatin bi me re mil bi mil yewnan ji bajêr rijandin deryayê. Em jî îro çûne li welatê wan cada kußtina wan dikin. Wan dikijun, talan dikin, dest davêjin namûsa wan, hemû mal û milkê wan dißewitînin. Dibêje de wele ku niha çi jî bi me bikin. Heq e...!" - Xweziya min bi dilê te, tu bi zimanan zanî û bi hêsanî ji xwe re bi alamê re dipeyivî. Ez bawer im tu dengûbehsa dizanî. - Belê, belê ez di vê goristanê de pir kesan nas dikim. Û pir jî dengûbehsan dizanim. Tu ha wî kêlikê spî dibînî? Ew jî mezelê rojnamegerê tirk Hasan Tahsin e. Dema pißtî ßerê Cîhanê yê Yekemîn ku Dewleta Osmanî tevî pêgirtinên xwe ve, bi bin ket, gelek ciwanên tirk xwest ku dewleteke neteweyî û serbixwe ava bikin. Û bi kêmanî be jî bi ser jî ketin. H. Tahsin jî yek ji wan xortan bû. Gava ku Ewrûpayî ketin welêt, wî xwe ranegirt û bi demançeke biçûk li ber artêßê rabû. Bi wê demançeka xwe ya biçûk gule li wan barandin. Leßkeran jî di cih de ew kußt. Îca ew xort, bû rûmet û serbilindahiya wan û hemû miletê tirk. Lê wekî wî ji min re got, niha kul û derdên wî jî pir in. Dibêje: "Me bingeha vê dewletê bi çi hawî avêt, daxwaz û armanca me çi bû, me çi dixwest û karbidest û rayedarên niha çi dikin? Her tißt berevajî kirine. Em li hemberî Împeryalîzmê bûn. Lê, yên îro her tißtê xwe teslîmî Împeryalîzmê kiriye. Ev welatê ku me di ber de canê xwe daye, îro bûye pêgara hespê Împeryalîzmê. Wekî were dikin çima ji me re dibêjin, leheng û qehreman. Ma ka qehremaniya me li ku ma? Ma gelo tu Silokê Cerdevan jî nenasî? Va cîranê me ye. Çend gavan li xwarê ye. - Na wele ez wî jî nanasim. Jixwe navbera min û cerdevanan jî nîn e. De ka mesela wî jî ji min re bêje û em îßev razên bes e xewa min hat. - Silokê Cerdevan ji Detiyalê ku bi ser navçeya Stewrê ve ye. Li gorî gotina wî; zilamekî pir hebaß û fesad bûye. Ji tevlîhevî û dijîtiyê pir hez kiriye. Her ro li cem çawîß û yuzbaßiyê qezê gilî û paßgotiniya gundiyan kiriye. Çawîß û yuzbaßî jî pir tade li gundiyan kiriye. Heta ku gundî neçar mane dibin cerdevan. Îca ßerekê wan û ßervanan rû daye, çend heb gundî û deh nefer mirine. Yuzbaßî jî suc xiste sitûyê Silo. Dibêje ku ne ji te bûya leßkerên me nehatin kußtin. Çira tu nehatî kußtin? Kîjan rojê be ezê te bikujim. Silo ji heta rihê xwe re çeka wan diavêje û direve, tê vî bajarî (îzmîrê). Li vir dikeve destê ßervanan û wî mehkeme dikin. Sûc û kêmasiyên wî yeko yeko tên tesbîtkirin û cezayê îdamê ji aliyê wan ve têne înfazkirin. Îca li xwe dixe û poßman e. Dibê min çi bi xwe û bi gundiyên xwe kir. Xwezî çavên min birijiyana û min ew suc nekirana. Ev çi sosret bû, ku min bi xwe û bi wan teva kir. Mirina min li der û çola bû. Xwezî ez li welêt teslîmê wan bibûma, belkî ez efû bikirama, ez efû nekirana jî, ezê li welatê xwe, di nav gel û cîranên xwe de bimirama. Belkî rojekî, yekî rehmet li min bianiya, ji min re fatiheyek bixwenda. Lê mixabin, ez ji van tevan mehrûm û bêpar mam. Li vî welatê nenas û biyan, bêkes û ne bêxwedî me. [AW72B4] Di Rojên Ciwanan de ciwan hunerên xwe pêßkêß dikin 15'emîn Rojên Ciwanan, ku ji aliyê ßanoyên Bajêr ên Stenbolê ve tê birêvebirin, didome. Bernameya Rojên Ciwanan, roja 6'ê gulanê, li Ýskeleya Kadiköya Stenbolê bi ßanoya "Stranên Ax"ê ku ji aliyê Lîstikvanên Kuçeyan ên Anatoliyê ve hate lîstin, dest pê kir. 15.emîn Rojên Ciwanan, wê heta 16'yê gulanê bidome. Di Rojên Ciwanan de her sal xortên zanîngehan, beßên ßanoyê û yên amator hunera xwe pêßkêß dikin. Îsal di bernameya Rojên Ciwanan de konser, ßano, pêßangeh û guftûgo cih digirin. Di beßa konseran de Tevfik Çimen û Navenda Perwerdehiya Hunerên Rind ên Perayê, cih digire. Di beßa Pêßangehan de Rýfký Demirel, wêneyên xwe yên "Boyaxên avîn" û Ahmet Demirbaß jî wêneyên xwe yên "Ji Darulbedayî heta ßanoyên Bajêr" pêßkêß dike. Di beßa guftûgoyê de, Turgut Yasalar, Mustafa Altýoklar, Fehmi Yaßar û Erden Kral li ser "Sînemayê", Derûnînas Metin Afat li ser "Tilyak û evîn"ê, Atilla Atay li ser "Li Tirkiyeyê rewßa dawîn a kovarên mîzah"ê disekinin. Her wiha Selçuk Erdem, Erdil Yaßaroðlu, Okan Bayülgen û Zafer Alagöz jî wê wekî axivger beßdarî guftûgoyan bibin. Di beßa ßanoyê de, wê 31 komên ßanoyê lîstikên xwe pêßkeß bikin. Ev ßano, pêßangeh, guftûgo û konser, wê di Salonên Stenbolê ên Kadýköy Haldun Taner, Üsküdar Müsahipzade Celal, Fatih Reßat Nuri, û Sehneya Gaziosmanpaßayê bêne pêßwazîkirin. Bilêtên van çalakiyan, wekî her sal, îsal jî bê pere ne. Her lîstikek, di nava xwe de jiyanek û pergalekê dihewîne. Çend lîstikên ßanoyê ku di Rojên Ciwanan de cih digirin, ev in: Savaß Baba (Bavo Savaß), Ýstanbuldan Manzaralar (Dîmenine ji Stenbolê), Bir Delinin Hatýra Defteri (Lênûska Bîranînan a Dînekî), Zenciler (Zencî), Phedre, Gýlgamýß, Yeßil Papaðan Limited, Çingenenin ßarkýsý (Strana Çîngeneyê), Bir Garip Evlenme (Zewicîneke Sosret) û hwd. Di nav van lîstikên ßanoyan de, yên ku bala mirov dikißînin ser rewßa çeteyan a îroyîn jî hene. Ji van, lîstika ßanoyê ya Yeßil Papaðan Limited, rewßa çeteyan baß radixe ber çavan. Ev lîstik ji aliyê Mehmet Baydar ve hatiye nivîsîn û ji aliyê Tolga Yener ve hatiye rêvebirin. Lîstik di buroya du kesên ku bi xwe çete ne de derbas dibe. Kî li ku derê serê wan dikeve belayê, tên cem wan ji wan alîkariyê dixwazin; her du çete pirsgirêkên van kesên ku ji wan alîkariyê dixwazin, bi bikaranîna çekê çareser dikin. Ew kesên ku tên cem wan, giß jî navdar in: Hunermend, Karmend, Sporvan, Rojnameger, Siyasetmedar û hwd. Her kes tê serî li wan dide û ew karê wan diqedînin. Peyvek heye, dibêjin "Mar çêjikê xwe naxwe", lê di vê ßanoyê de ev peyv derbas nabe. Di lîstikê de her du kes, berê pêßîn endamên heman çeteyê yên ku gotina wan naynin cih, dukujin û dûv re jî ew bi xwe bi hev dikevin, bi komployan hev û din bi avê de dibin. [AW72B5] Hejmara 29'an a Kovara Nûdemê derket Kovara hunerî, edebî û çandî Nûdem bi hejmara xwe ya 29'an derkete pêßberî xwendevanên xwe. Her wekî hejmarên berê vê hejmarê jî bi pêßeka xwedî û berpirsê kovarê Firat Cewerî dest pê kiriye.Cewerî di vê nivîsa xwe de digel girtina Serokê Gißtî yê PKK'ê Abdullah Öcalan, li ser helwesta tund a rayedarên dewleta tirk jî rawestiyaye. Wî diyar kiriye ku dîlketina Öcalan di nava kurdan de giyana yekîtiyê pêk aniye, lê li hemberî vê yekê di nava tirkan de jî hestên ßovenî û înkarkirina hebûna kurdan ji berê xurtir bûne. Di dawiya nivîsê de hatiye xwestin ku kurd li hemberî vê helwesta ßoven doza ziman û çanda xwe wekî alekê bilind bikin û li her cihî bi zimanê xwe bipeyivin.Di nava rûpelên vê hejmara Nûdemê de nivîsên ku pêßî balê dikißînin, nivîsên polemîka di navbera Murad Ciwan û Mehmed Uzun de ne. Murad Ciwan di nivîsa xwe ya bi sernavê "Nivîskarê swêdî yê ku zimanê kurdî afirand" de hinek ramanên Mehmed Uzun ên ku wî di televîzyoneke swêdî de li ser çand û wêjeya kurdî pêßkêß kirine, rexne kirine. Bi qasî ku ji nivîsa Ciwan tê fêmkirin Mehmed Uzun her tißt ji xwe daye destpêkirin û kesên berî xwe bi tißtekî nehesibandine. Mehmed Uzun di bin sernavê "Generalê bênefer ku xwe tißtekî dihesibîne" de bersiva Ciwan daye. Di destpêka nivîsa xwe de Mehmed Uzun bi ßêweyekî tund bi ser Ciwan de çûye û pißtre jî daye zanîn ku wî bi qestî, gotinên wî berevajî kirine. Pißtî vê yekê li gorî xwe ßîroveya rast a wan gotinan pêßkêß kiriye. Di wan nivîsên polemîkî de tißtê ku mirov pê diêße ßêweza M. Uzun e, lewre wî ji bersivê wêdetir êrîßî kesayetiya Ciwan kiriye. Tißtekî din î balkêß jî di nivîsa Mehmed Uzun de navê Kurdistanê qet nehatiye bilêvkirin û bakurê Kurdistanê wekî parçeyekî Tirkiyeyê hatiye pêßkêßkirin.Ji bilî van nivîsan, di nav rûpelên kovarê de nivîsa ßerefxan Cizîrî ya li ser wêjeya devkî û nivîsa Medenî Ferho ya li ser wênesazê kurd Bahram Haco balê dikißînin ser xwe. ßerefxan Cizîrî di nivîsa xwe ya bi sernavê "Edebiyat an jî kultur" de digel taybetmendiyên wêjeya devkî, têkilî û cudatiya wê ya ji wêjeya nivîskî jî li ber çavan radixe. Medenî Ferho jî digel danasîna hunermendê kurd ê navborî, ketiye nava deryayê hunerê û tê de noq bûye. Ferho li ser hunera Haco û rêbazên hunerê agahiyên balkêß dane. Di vê hejmara kovarê de nivîseke ßayanî bahsê jî, nivîsa Hafiz Qazî ya bi sernavê "Serpêtahiya derxistina du kovaran" e. Her wekî ji sernavê wê diyar e, Qazî qala serpêhatiye derxistina kovarên Hîwa û Ronahî ku di nîveka duyemîn a salên 1950'yî de li Baßûr derketine, dike. Di vê hejmara kovarê de du kurteçîrokan jî cih girtiye. Çîroka yekemîn ji hêla Husein Muhammed ve hatiye nivîsandin û çêlî jiyana mirovekî seyr dike. Navê vê berhemê "Nemir" e, çîrok serpêhatiya mirovekî ku li ser nifira hevalekî xwe, bi nemirinê hatiye cezakirin dike. Li gorî nifira ku li wî hatiye kirin heta ew zanîngehê neqedîne dê nemire û ji sala 1398'an bi vir de lê dixebite ku beßeke dibistanê biqedîne, lê bi ser nakeve. Navê kurtçîroka duyemîn "Dilßewitiyê kultura kurdî" û ji hêla Silêman Alî ve hatiye nivîsandin. Di vê kurteçîrokê de bi serpêhatiya hunermendekî xisleta kurdan a bi rengê "xwedîderneketina li mirovên ßareza di jiyana wan de" hatiye rexnekirin. Di vê hejmara Nûdemê de gelek helbestan jî cih girtiye. Kesên ku helbestên wan di vê hejmarê de hatine weßandin ev in: Çar ßiîr ji Sabah Kara, Rojen Bernas (Guno! Guno!), Rênas Jiyan (Jan), Du ßiîr ji Osman Mehmed, Kawa Nemir (Mitirbekê bajar da hev), Cemîl Denlî (Pißtî çûna te), Munzur Uzun (êß), Remezan Alan (Êßa kevin), Zekî Seyda (Bipê).Di dawiya kovarê de jî danasîna hinek berheman cih girtiye. Di nava wan danasînan de mirov dikare danasîna pirtûka Konê Reß a bi navê "Jiyan û ramanên Celadet Bedir-Xan" ku ji hêla N. Zuxuranî ve hatiye kirin, wekî nivîseke serbixwe binirxîne. Lewre ew nivîs ji qalibê danasînê derketiye û tê de gelekî bi berfirehî li ser dîroka malbata Bedirxaniyan û Celadet Bedirxan hatiye rawestandin. [AW72B6] Demjimêra Gozê Gundiyên herêma Mêrdînê wekî xwarina sewalan a zivistanê, ji serê meha gulanê ve giyayê ter diçinin û dikin rêsî. Xelîlê Dûnê, her sibe bi berbangê re, tevî zarokên xwe diçû çiya, rêsiyan. Xelîlo ji jina xwe Gozê re dibêje: "Ka mirîßkekê û çend hêkan bide Hecî Felemez (H. Felemez mînîbus di navbera Stîlîlê û Nisêbînê de dixebitand). Bila ji me re demjêmerek bi zengil bikire û werîne. Dê her sibeh, me di wextê de hißyar bike." Gozê dibêje: "De ne hewce ye em xesarê bikin. Jixwe bi her berbanga sibê re mîza min tê. Ezê we hißyar bikim." Gozê du-sê rojan bi hatina mîza xwe re wan hißyar dike. Dîsa rojekê ßîva wan goßtê dermalan bûye. Gozê bi ser ßorahiyê de gelek av vexwaribû. Hîna nîvê ßevê ye, mîza wê tê. Bi lez û bez bang li Xelîlo û zarokan dike. Dibêje: "Rabin, bûye sibeh. Hûn dereng mane." Xelîlo û zarok radibin. Berê xwe didin çiyê. Lê li wan nabe sibe. Bi ser de tavek baran jî li wan dibare. Hinek ji wan dikevin binê berqefk ê. Hinek ji wan dikevin bin deviyan. Ji serma laßê wan diricife. Çongê wan dilerizin. Zarok dibêjin: "Yabo! Ev çi hal e? Em ji serma qefilîn." Dibe kufe-kufa Xelîlo û li wan vedigerîne: "Lawo; heta ku demjimêra me hatina mîza diya we be, wê halê me ev hal be!" [AW72C1] Helwesta KT'ê ya li dijî raperînên berê û PKK'ê (2) Pißtî vê yekê, em dikarin helwesta KT'ê ya li dijî raperînên berê û ya li dijî PKK'ê rûberî hev bikin. 1- Di wê pêvajoyê de, ji bo ßandina heyetan, înkarnekirina kurdan hinceteke bingehîn e. Yanê, ew, eßîrên kurdan parçeyek ji xwe dibînin û heta dibêjin, "meclîs a tirk û kurdan e." Lewre, ger heyet bihatana ßandin, tu reaksiyonên neyinî ji nava Tirkiyeyê li dijî M. Kemal nedihatin nîßandayîn. Lê, rewßa îro berevajî vê yekê ye. Çimkî ev 75 sal in ku, ew kurdan înkar dikin. Ger heyet bo Serokê PKK'ê bêne ßandin û ew heyet bi wî re li hev rûnin, ew mecbûr in ku siyaseta înkarkirinê red bikin. Ev jî bi xwe re tunebûna KT'ê tîne. Lewre 'Komar' li ser înkarkirina kurdan hatiye avakirin. 2- Hêzên împeryalîst ên mîna Îngilistan û Fransayê, wê serdemê pir li ser kurdan, li dijî rêveberên tirk sekinîbûn. Îro, dema mirov li rewßê mêze dike, pißtî ku biyanî bi Kêßeya Kurd re mijûl bûn, rêveberên tirkan jî ji mecbûrî hin nirxên kurdan qebûl kirin. Rêveberên Tirk, wê mîna salên 1920'î mecbûr bimînin ku careke din polîtîkayên înkarkirinê ji holê rakin. Bêguman, ev yek bi gurbûna ßoreßê û bi yekîtiya hêzên Kurdistanî ve girêdayî ye. Jixwe dema ku ßoreß lawaz bibe, tu hêz û dewlet bi Doza Kurdistanê re mijûl nabin û ne jî ewê ji Tirkiyeyê biwêrin, behsa Doza Kurdistanê bikin. "ne kapîtalîzm, ne komûnîzm, heta hetayê kemalîzm" 3- Wê serdemê ßovenîzm li Tirkiyeyê ewqasî xurt nebûbû. Bi ßerê çekdarî re, ku di 1984'an de dest pê kir, ßovenîzm ewqasî xurt bû ku, êdî mantalîteya mirovekî ji rêzê û ya rêveberekî dewletê li ser Kêßeya Kurd de wekî hev e. Di vê rewßê de ger rêveberên dewletê bi kurdan re têkevin têkiliyê, xwe nikarin bidin jiyandin û wê ji navê bêne rakirin. Çimkî destpêka bi PKK'ê re lihevrûnißtinê, di heman demê de destpêka rûnißtandina pergala demokrasiyê ye jî. Rûnißtandina pergaleke demokratîk jî taswiyekirina hemû nijdeyan (çete) e. Lewre tu nijde naxwazin PKK'ê re li hev rûnin. Ji bo ku li ser piyan bimînin, ßovenîzmê xurt dikin û felsefeya "ne kapîtalîzm, ne komûnîzm, heta dawiyê kemalîzm" di dibistanên xwe de dikin dersa bingehîn. 4- Raperînên kurdan bi gelemperî herêmî bûn. Lewre em dibînin ku wê demê peywira walîtî, qaymeqamtî û hwd. teklifî serkêßên raperînan dikin. Lê belê, ßoreßa îro ne tenê li Kurdistanê, her wiha li Anatoliyê jî xwe birêxistin kiriye. Ev jî girêdayî Serokatiya PKK'ê ye; a) Serekên berê, xwe bi tevayî ji Osmaniyan an jî KT'ê qut nekiribûn. Heta piraniya wan serweriya xwe ya dema Osmaniyan dixwest. Lê, Serokatiya PKK'ê hêj di zarokatiya xwe de, xwe ji KT'ê û berjewendiyên ßexsî qut kiriye. b) Armanca Serokatiya Hemdem, serdanpê guhartina Rojhilata Navîn e. Bêguman, ev girêdayî bîrdoziya ßoreßê ye. Bîrdoza raperînên berê nikaribe vê yekê pêk bîne. c) Rêveberên KT'ê difikirîn ku wê bi hêsanî serekên îsyanan bixapînin, bidin tunekirin an jî bi xwe ve girê bidin. Lê, ev yek ji bo Serokatiya Hemdem ne pêkan e. Di vê mijarê de lixwemikurhatina wan berbiçav dibe, "ger em destê xwe dirêjî wî bikin, em nikarin milê xwe jê bifilitînin." Ji her kesî bêtir rêveberên KT'ê di rastiya serokê PKK'ê û ßerê wî gihißtine. Li hemberî serokatiyên berê tirseke wan a wiha tunebû. Ji tirsê wêdetir, hêviya wan ew bû ku, wan bi xwe ve girê bidin. Wan potansiyela vê yekê dîtibû û bi rastî jî hebû. 5- Di salên 1920'an de îradeyeke rêveberên tirkan ku M. Kemal dinimand (temsîlkirin), hebû. Îro îradeya Komarê nîn e, parçebûyî ye. Bi PKK'ê re danîna têkiliyan, vîneke xurt dixwaze. Îro her yek ji rêveberên KT'ê ji yê din ditirse. Kî biryareke wisa bistîne, yê di cih de xayîn were îlankirin an jî dê wekî Turgut Özal û Eßref Bitlis beramberî komployan bimîne. Dê vîna gel qebûl bikin 6- Di salên destpêkê yên KT'ê de, mîna îro, bandora hêzên derve tunebû. Mustafa Kemal polîtîkayeke hevkêßeyî, polîtîkaya hêzên biyanî bi giranî têk bir û polîtîkaya xwe meßand. Jixwe "Komar" jî bi vê polîtîkayê damezirand. Îro rewß ne wisa ye. Ger rêveberên dewletê bixwazin bi PKK'ê re hevdîtinan pêk bînin, divê bi Amerîka, Almanya, Fransa, Îngilistan û Îsraîlê bißêwirin. Çimkî ev dewlet li Tirkiyeyê xwedî hêz in û gelek navgînên hilberîna Tirkiyeyê bi riya nijdeyên faßîst bi dest xistine. Lewre jî ji aliyekî ve lihevrûnißtina PKK' û KT'ê heta radeyekê girêdayî hêzên navborî ye. 7- Di raperînên berê de, tevî ku pir dom jî nekirine, bi ßer re rewßa aborî-civakî ya Kurdistanê nediguherî. Ne gengaz bû bi serokatiyeke feodal bihata guhartin. Îro, bi ßer re civaka Kurdistanê serobin bûye. Gel êdî bi hißekî zelal, bi ser armanc û daxwazên xwe ve bûye. Vê guherîna civaka kurd, ne tenê rêveberên tirk tirsandiye, her wiha sazî û rêveberên hêzên împeryalîst jî tirsandine. Wan, potansiyela civakî ya nû, ku bi ßerê PKK'ê re hißyar bûye, baß nas kiriye. Lewre ew bi hemû hêza xwe li hemberî Serokatiya PKK'ê rabûn û wan pißtgiriya KT'ê kir. Belê, ji ber van sedemên ku me li jor rêz kirin, xwe nêzîkî lihevrûnißtina digel PKK'ê nakin û heyetan naßînin cem Serokatiya PKK'ê. Lê ev rastî jî heye; ev kêße dê teqez çareser bibe û wê bi Serokatiyê re li hev rûnin. Ev jî ne bi daxwaza wan e. Çimkî hemû saziyên KT'ê pûç bûne. Saziya leßkerî jî li hemberî gerîla bêçare maye. Jixwe propagandaya marjînalbûna PKK'ê, di rastiyê de marjînalbûna Artêßa Tirk û KT'ê ye. Di encamê de mirov dikare vê bibêje; bi PKK'ê re qebûlkirina lihevrûnißtina KT'ê, qebûlkirina Amerîka, Îngilistan, Almanya û Îsraîlê ye, ßkênandina vîna wan hêzan e jî. Ji bilî qebûlkirina îradeya PKK'ê, tu rê li ber wan nemaye. Pisporê CIA'yê G. Fuhler wiha dibêje: "PKK xwedî pißtgiriyeke mezin e, lê, pêwîst e kesên mîna ßerafettin Elçi di nav de cih bigirin." Xuya ye hêdî hêdî, di destpêkê de bi rengekî berevajî, dê vîna gelê Kurdistanê qebûl bikin. Dîsa di vê gotina Berpirsiyarê ERNK'ê yê Welatên Serbixwe Mahir Welat de, helwesta DYA'ê xwe baß dide der: " Ji bo ku em li hemberî xeta petrolê nebin asteng, Amerîkayê got emê pißtgiriya aborî bo we bikin (Azadiya Welat, hej. 138)." [AW72C2] Magna Carta, Öcalan û Tirkiye Mirovahiyê hîn di sala 1215'na de pêdivî bi demokrasiyê û parastina mafê azadiya kesan dîtiye. Di sala 1215'an de di navbera baron û kralê Îngilîstanê de, bi riya vê peymanê gavek ber bi demokratîkbûn û aßtiyê ve tê avêtin. Beriya ku peyman bê girêdan, di navbera qralê Îngîlîstanê û baronan de ßerên gelekî dijwar û kirinên hovane pêk dihatin. Dema ku Qral John tê ser text, mal û milkê baronan desteser dike. Her wiha qral, bêsûc û bê sebeb dikaribû baronekî beyî ku bidarizîne bikuje. Edaleta hingî bi saya pergala wê demê bûbû wekî 'bazara petîxan.' Yanî kesê ku bikaribûya edalet bi pereyan bistanda, tißtek bi serê wî de nedihat. Lê yên reben û belengaz diketin bin fermana ßûrê komploya nav qesran. Qral John di sala 1199'an de hatiye ser text û heta Peymana Magna Carta (Fermana Mezin) sala 1215'an li ser text maye. Bêguman baron jî destvala namînin. Ew jî li hemberî kirinên kirêt yên keyîtiyê (qraltî) serî hildidin û di encama têkoßîna xwe de, wî mecbûr dihêlin ku Peymana Magna Carta îmze bike. Bi vê gavê, di sala 1215'an de yekemîn car ji bo demokrasî û aßtiyê mafê kesan bi saya peymanê dikeve bin ewletiya qanûnan. Xalên wê peymanê li gor wê demê gelekî balkêß in. Wekî mînak; di xalekê de wiha tê gotin: "Kesekî/e azad, li derveyî qanûnan nayê girtin û mulkê wî/wê nayê desteserkirin. Kes divê ji mafê ku qanûn didin, bêpar nemîne." Di xalên din de jî li ser edaletê gelek tißtên balkêß hene. Wekî mînak; di xaleke din de jî wiha tê gotin: "Edalet nayê kirîn. Divê edalet bi derengî nekeve. Tu kes divê ji edaletê bêpar nemîne." Têkoßerên mafên mirovan û demokrasiyê hîn berî niha bi 787 salan, sedsala pêßiya xwe dîtiye û li gorî wê, qanûnên xwe danîne. Mirovahiyê xwe tenê bi wê peymanê sînor nekiriye. Di sala 1789'an de ala demokrasî û aßtiyê, ewlekariya canê mirovan, dîsa bi danezana mafên mirovan a ßoreßa Fransayê ketiye bin ewlekariya qanûnên gerdûnî. Li dûv vê yekê, di sala 1948'an de dîsa bi Danezana Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ji nû ve hatiye sazkirin, berfirehkirin. Bi van danezanan mafên her kesî hatine naskirin û bi nirxên gerdûnî hatine barkirin. Welatên ku xwestine pergaleke demokratîk bi cih bikin, pêßîn di qanûnên xwe de guherîn pêk anîne û dûre jî xwe wekî "abîdeya demokrasiyê" nîßan daye. Gelo welatên ku ji sedî yeka rêbazên gerdûnî yên mafên mirovan û ewlekariya canê mirovan neparastibin, dikarin xwe wekî "abîdeya demokrasiyê" nîßan bidin? Ma welatê ku nikaribe ji sedî yekê xwestekên berî niha bi 787 salan di welatê xwe de bi cih bike, dikare çêlî hiqûq û demokrasiyê bike? Welatekî ku rêbaza hovane, neqanûnî û nehiqûqî bi kar bîne û wekî berî dema Peymana Magna Carta mirovan di encama komployekê de bi riya muhafizên nav qesran birevîne, dikare pißtevaniya ewlekariya canê mirovan û mafê darizandineke dadyane bike? Balkêß e Peymana Magna Carta di avabûna Amerîkayê de bingeha avaniya siyasî pêk tîne. Gelo Tirkiye dê bingeha avabûna xwe ya siyasî ji vir û pê de ji çi wê pêk bîne? [AW72C3] Rexne û mafnasî Di hejmara 170'yî ya Azadiya Welat de nivîseke bi sernavê "Di serdema Komara Tirk de lêgerînên folklorê" ku ji hêla Mahmut Yamalak ve hatiye nivîsandin, hate weßandin. Yamalak bi kurtasî wiha dibêje: "Dîroka folklora tirkan; dîroka dizîna ji folklora Anatolî, Behra Reß, Trakya û Kurdistanê û li ser vê yekê afirandina çand û nasnaveke nû ye. Di nivîsê de ji Ziya Gökalp heta P. N. Boratav gelek kes hatine rexnekirin. Li ser rûpel, berga pirtûka Ýlhan Baßgöz hatiye bikaranîn, bi vî awayî, ew jî ketiye nava wan kesên navborî. Di vê tesbîtê de aliyekî rast heye, lê tawanbarkirineke bi gißtî di nava xwe de gelek neheqiyan jî dihewîne. Neheqiyeke bi vî rengî tu xêrê nagihîne me. Di ser de jî ew nêzîktêdayîn dibe sedema çewt-agahdariyê û bandoreke neyinî li nifßên nû dike. Em ji serî dest pê bikin. Berî ku tirk bên Anatoliyê, li ezmên dijiyan? Çandeke tirkan a resen nîn e? Wan, ji cihê ku ew jê hatin qet tißtek bi xwe re neaniye? Wan tißtek nedilîst, stran nedistirîn, çîrok venedigotin. Divê em her tißtê ku li dijî dîtina ku em dijberin, bi yekcarî rast nebînin. Heke em dan û standina xwezayî ya di navbera gelan de deynin aliyekî, pißaftin û dizîn zêdetir di warê stranên gelêrî û lîstikên gelêrî ango dîl û govendan de pêk hatiye. Yek çawa dikare tißtên zargotinî bidize? Ewên ku navê wan hatiye dikirandin, çend kesên mîna M. Sarýsözen û N. Tüfekçi ne tê de, gißt kesên ku di warê folklorê xebatê dikin in. Tißtê ku em pê êßiyan, ev e ku zanyarekî mîna P.N.Boratav ku xebatên qada navneteweyî de dengvedayî pêk anîne, yekser hatiye tawanbarkirin. Lê tê zanîn ku Boratav ji ber ku di xebatên xwe yên folklorê de ji bîrdoza neteweperest dûr ketiye û bi çavekî demokratîk li çanda gelan nihêriye û ji marksîzmê sûd wergirtiye, leqayî pest û pêkutiyan hatiye. Ji ber vê yekê, ekola ku wî afirandiye ji zanîngehan hatiye vederkirin û li ßûna wî dîtinên faßîstên mîna keça Türkeß hatine bicihkirin. Bo nimûne, Boratav mijara ku nivîskar rexne dike, bi pêßbîniya zanyareke wiha tîne ser zimên: (...) Misilmanên xwecihî ku bi eslê xwe ne tirk in; li herêmên rojhilat û li hinek herêmên din bi awayekî belavbûyî kurd; li baßûrê rojhilat komikên ji nîjada samî (keldanî, alewî, nûsayrî û erebên sûnî); li rojhilatê li qêraxa Behra Reß laz... Piraniya wan komikan, nemaze li cihê ku perwerdehiya seretayî û navincî belav bûye, bi lez û bez dibin tirk. Di nav nifßên berê de kesên ku bi tenê zimanê xwe dipeyivîn jî hene. Nifßên nû hinek bi du zimanan dipeyivin, hinekan jî zimanê xwe ji bîr kiriye. Lê ewê dab û nêrîtên xwe yên etnîkî demeke dirêj li ser piyan bihêlin û bihêwißînin. Berhevkirin û nirxandina çanda wan bi hemû aliyên xwe, ji bo ronîkirina gelek gelßên çanda gelêrî pir girîng e. Lê mixabin, di vî warî de ji bilî xebatên ku zanyarê fransî Georges Dumézil ji çil salî vir de li ser çand û zimanê kesên bi binyada xwe ji Qafqasan e, lê li Anatoliyê bi cih bûne kirine, heta roja îro kesî tu xebat nekiriye. Kêmasiya xebata di vî warî de bandor li berhemên wî nekiriye? Dema guhartoyên (Varyasyon) Destana Köroðlu dinirxîne vê kêmasiyê wiha tîne ser zimên: "Hejmara guhartoyên ku ji hev cuda li ser naverokên cuda hatine hûnandin û ristin dê pißtî ku li Tirkiye û li derveyî Tirkiyeyê (Tirkên Azerbaycan, Turmenîstan, Özbekîstan, Kazakîstan û baßûrê Sibiryayê û kesên ku zimanê wan ne tirkî ye, mîna; tacîk û kurdan) li hemû guhartoyan hate kolandin dê derkeve holê. Lê ev kar hîn nehatiye kirin." Ji ber ku ew xebata arßîvî dike, mirov dikare pirseke wiha jî bike: Vê rewßê tesîr li berhemên wî nekiriye? Helbet kiriye. Em vê yekê bi mînakeke li ber çavan raxin: "Di hinek qewmên tirk (wekî Kizgizan) de di navbera keç û xortên berzewacî de ßer edet e. Kemal Bilbißar di romana xwe ya bi navê "Cemo" de diyar dike ku ev edet di nava kurdên Anatoliyê de hê jî didome. Rastbûna vê agahiyê girêdayî rastbûna agahiyên ku Bilbaßar dane ye. Lê Boratav xwe ji pêßkêßkirina agahiyên wiha rast jî xwe nedaye alî. Dema çêlî salnameya gelêrî tê kirin, ew agahiyên ku ji Mûßê hatine berhevkirin dide û wiha dibêje: Navê adar ku ji Mûßê hatiye berhevkirin ji zimanekî îranî (belkî kurdî) hatiye. Di farisî de azar e. Li ser binyata navên din jî mirov dikare dûvedirêj raweste. Lê tißtê ku pêßî balê dikißîne, di salnameya me ya gelêrî de navên mehan bandora danûstandinên gelan di xwe de dihewînin. Mirov ji bo Ýlhan Baßgöz jî tißtên ku ji bo Boratav hatin gotin, dubare bike. Lê pêwîst nake. Tißtê ku em dixwazin balê bikißînin ser ê ev e: divê mirov xwe ji nirxandinên gißtî bide alî. Helbet li vir armanca me ne parastina Boratav e. Lê li holê encameke neyinî heye. Dema em evqas bi hêsanî ser kesên ku di pêßerojê de divê em ji rêbaz û encamên xebatên wan sûdê wergirin xêz bikin, ji vê yekê ne ew, emê ziyanê bibînin. Îro peywira me ya yekemîn destavêtina karê berhevkirinê ye. Lê berpirsê vê yekê ne em bin jî, em hê rêbaza vî baßebaß nizanin. Ji bo hînbûna rêbaza vî karî emê serî li berhemên van kesan bidin. Divê em ji bîr nekin ku di berhemên kesên wiha de kakilê agahiyên li ser mijarê ya pisporên cîhanê jî heye. Xuya ye ku divê em berhemên kesên biyan dubare nekin an jî wernegerînin. Ji ber ku berhemên zargotina kurdî xwediyê dirûv û çarçoweyeke xweser in. Gelo divê em van kesan qet rexne nekin? Helbet emê bikin, emê bi tundî bi ser çewtiyên wan de herin, lê divê em aliyên wan yên erênî jî ji bîr nekin. Çavkanî: - Prof. Pertev Naili Boratav, 100 Soruda Türk folkloru, Weßanê Gerçek, çapa duyemîn, avrêla 1984 - Boratav, 100 Soruda Türk Halk Edebiyatý [AW72D1] Doza Öcalan dê pêßeroja Tirkiyeyê diyar bike Pißtî hilbijartinê, rojev bi mijarên cur bi cur hate dagirtin. Li aliyekî zêdebûna dengên MHP'ê, li aliyê din 'mebûsa bi ßarpe' û gelek tißtên din. Ji bo kurdan, bûyera girîng encama ku HADEP'ê di hilbijartina herêmî de bi dest xistî ye. Kurd, cara yekemîn rêveberiya herêmî ya welatê xwe bi dest dixin. Ji ber vê yekê jî kêfxweß in, lê ew nizanin ka ev kêfxweßî dê heta kengî bidome, lewre belediyeyên ku bi dest xistine di nava deynan de xeniqîne û çavê her kesî li ser wan e. Bi taybetî hêzên xêrnexwaz, li pey hinek lîstikan in, ji bo ku desthilatiyê ji destê endamên HADEP'ê bigirin. Li aliyê din gelek arîßeyên bajarvaniyê li holê ne, gel li hêviya çareseriyê ye. Niha li holê, derfeta pêkanîna projeyên mezin nîn e. Lê dîsa jî derfeta pêkanîna hinek projeyan heye. Bi dîtina me, divê belediyeyên HADEP'ê giraniyê bidin çalakiyên çandî, bi vî awayî dikarin atmosfereke demokratîk pêk bînin. Festîvalên navneteweyî yên pirtûk, ßano û sînemayê dê dilê gel xweß bikin. Her wiha kursên pîßeyî, konferans, panel û semînerên çandî dikarin di warê perwerdekirina gel de bibin alîkar. Divê bê gotin ku îmkana pêkanîna van tißtan hinekî jî girêdayî helwesta dewletê ye, lewre heke dewlet li ser riya xwe ya berê bimeße, nahêle ku belediye gavekê jî bavêjin. Her wiha dema dewlet doza daleqandina Serokê Gißtî yê PKK'ê Abdullah Öcalan bike û wê demê dê gelê kurd jî reaksiyoneke tund nîßan bide û dê serhildan dest pê bikin. Di rewßeke wisa de, ne kes dikare çalakiyên çandî pêk bîne, ne jî gel guh dide wan çalakiyan. Li vir girîngiya Doza Sedsalê derdikeve holê. Ev rastî, di daxuyaniyeke Konseya Serokatiyê ya PKK'ê de jî hatiye zimên. Rêveberên PKK'ê diyar dikin ku, helwesteke erênî ya li hemberî Öcalan, dê rê li ber çasereriyê veke û ew jî dê ji bo pêßeroja gelan baß be. Li gorî agahiyên ku parêzerên Öcalan didin, ew jî dixwaze ku vê dozê bike platforma çareseriya Kêßeya Kurd. Tê gotin ku Öcalan her wekî mesajên xwe yên berê, dê dîsa doza yekîtiya gelan li ser hîmê wekhevî û biratiyê bike. Lê li hemberî vê yekê, helwesta Dewleta Tirk dê çi be, ne diyar e. Hinek kes xurtbûna ßovenîzmê û zêdebûna dengê partiyên mîna DSP û MHP'ê, wekî xetere dibînin û didin zanîn ku bi wan partiyan çareserî nabe. Dîtina serdest ev e. Hinek jî dibêjin, desthilatdariya van hêzan bêhtir li çareseriyê digunce, lewre li hemû welatan kêßeyên bi vî rengî, ji hêla hikûmetên tund ve hatine çareserkirin. PKK jî, xurtbûna van partiyan wekî hewla dewleta tirk a ji bo afirandina hêzeke xwedî biryar dibîne. Rayedarên PKK'ê di wê baweriyê de ne ku, hêzeke wiha dikare ji bo çareseriyê jî tevbigere, roleke neyinî jî pêk bîne. Ew dibêjin "Heke ev hêz erênî tevbigere, riya xurtbûna Tirkiyeyê jî vedibe, lê heke roleke neyinî pêk bîne, dê ßerekî dûvedirêj di navbera kurdan û tirkan de dest pê bike, ew jî dê ziyanê bigihîne her du gelan." [AW72D2] Dergûßa Demokrasiyê Divê mirov hilbijartinên 18'ê avrêlê mîna mîladekê bipejirîne. Mîlada destpêka îdarekirina xwe, ya bi nasnameya xwe ya eßkere. Di hilbijartinan de HADEP'ê benda ji sedî dehan derbas nekir û mecala ketina parlamentoyê bi dest nexist. Ger estenga bendê tune bûya, dê berendamên HADEP'ê bibûna parlamenter. Dilxwaz û hilbijêrên HADEP'ê bi vê rewßê xwemgîn bûn. Belê, encama hilbijartina belediyeyan bû mizgîneke ßahiyê. Li 7 bajaran (ku yek ji wan belediyeya bajarê mezin e.) Li 18 navçeyan û li 12 bajarokan (belde) serokatiya belediyeyan HADEP'ê bi dest xist. Serokatiyên belediyeyên Dêrsim, Îdir û Mêrsînê bi lîstikên hejmartina dengan ji dest çûn. Bajarê Mêrdînê, bi çendsedek deng winda bûn. Navçeya Gihadînê (Agirî) bi hîleyan ket destê partiya Fazîletê. Li gelek bajaran û navçeyan, serokatiya belediyeyan bi dest neketibe jî piraniya meclîsa belediyeyan ji endamên HADEP'ê pêk tê. Li gelek bajaran di meclîsa bajêr de HADEP bi hêzeke xurt tê temsîlkirin. Partiyên bi tecrûbe, di hilbijartinên herêmî de bi rol û tesîra navê berendaman dizanin. Gava mirov li belavbûna hejmarên dengan mêze dike, dibîne ku gel dengên xwe daye berendamên parlamentoyê, daye meclîsa belediyeyê, belê nedaye berendamên me yên serokatiya belediyeyê. Divê mirov nebêje gel dengên xwe tenê ji bo xatirê partiyê dide û em kê bikin berendam, encam nayê guhartin. Ev dîtineke ßaß e. Dengên hilbijêran ne di bin tapûya kes û partiyan de ye. Me çendek bajar bi vî awayî winda kirin. Roja ku daxwazên gel bi cih nayê, gel mirov serpißtê li erdê dixe. Ji ber ku armanca vê nivîsê ne li ser rawestandina kêmasiyan e, emê kurt bibirin. Di destpêka hilbijartinan de me ji raya gißtî re gotibû; ji me re ketina parlamentoyê girîng e û em dixwazin ku pirsgirêkên civakî bi awayekî demokratîk di parlamentoyê de bên nîqaßkirin û bên çareserkirin û me gotibû maka pirsgirêkan, Kêßaya Kurd e. Me tißtekî din jî gotibû. Me gotibû hilbijartinên herêmî ji ya parlamentoyê girîngtir in. Ji ber ku rêveberiya herêmî, destpêka avakirin û bicihkirina demokrasiyê ye. Her kes qebûl dike ku rêvebiriya herêmî, dergûßa demokrasiyê ye. Ger em demokrasiyeke bi rêkûpêk dixwazin û em dixwazin Kêßeya Kurd bi riyeke demokratîk çareser bibe; berî her tißtî divê em di rêveberiya belediyeyan de bi serkevin. Tesîra têkçûn û biserketina me, wê ne mîna partiyên sîstemê bisînor be. Têkçûn, wê hest û baweriya gelê me ji binî ve bihejîne. Biserketin jî wê dilnexwazan rûreß derxîne. Dilnexwaz dibêjin kurd, nezan û hov in, ew nikarin xwe îdare bikin, pêwîstiya wan bi me heye. Em jî dibêjin Na! Em ne kêmî tu kesan in û em dikarin rêveberiyeke biserketî û demokratîk bimeßînin. Di têkoßîna sedsalan de, cara yekem ßansek bi dest ketiye ku em îspat bikin ku em têra xwe dikin. Em dikarin bêjin pira navbera paßeroj û pêßeroja me wê bi kevirên bi serketina rêveberiya herêmî ava bibe. Çavê raya gißtî ya dinyayê li ser me ye. Asteng çiqas zehf bin jî ßertên biserketinê hene. Gel bi bawer, bi hêvî ye û pißtgiriyeke xurt dide. Rêvebirên me yên belediyeyan her çiqas bêtecrûbe bin jî pißta me ji wan rast e. Lê ku em destên xwe bidin hevdu û em bi wan re alîkar bin. Bila tu kes berjewendiyên xwe yên kesayetiyê nede pêß. Roj roja xebatê ye. De werin em dergûßa demokrasiyê bi hevdû re bihejînin. [AW72D3] Bajarên Kurdistanê Li Ewrûpayê gelek gotûbêj li ser belediyeyên Kurdistanê têne kirin. Piranî jî di nava saziyên Kurdistanê de. Di Rojnameya Özgür Politika, ku li Almanyayê tê weßandin de, her roj nivîsekê li ser belediyeyên ku HADEP'ê karkirî heye. Hind perspektîv in, hind jî pîrozkirin. Dema mirov bi mijarê jî nizanibe, dibe ku di gotin an jî nivîsên xwe de xeletiyan bike. Û rewßa Ewrûpa ne mîna ya Tirkiyeyê ye. An jî li Ewrûpayê ßertên Tirkiye û Kurdistanê baß nayên fêmkirin. Dîsa jî em ê li ser rewßa bajarên ku serokatiya wan keftiye destê HADEP'ê bisekinin. Bajarên Kurdistanê hatina wan a aborî kêm e. Di warê sinayî, tûrîzmê û dîrokê de bala raya gißtî ya neteweyî û navneteweyî nakêßin. Ji ber ku ne bajarên pêßveçûyî ne. Berhemên dîrokî bi destê dijmin hatine helweßandin. Hingî li benda harîkariya Enqereyê ne. Hikûmeta navendî jî tenê harîkariya hevalbendên xwe dike. Bi gotineke din, hikûmet her dem pißtgirtina belediyeyên ji partiyên xwe dike, belediyeyên partiyên din tên cezakirin. Niha tu hikûmetên ku bên çêkirin, dê dijminahiya serokên HADEP'î bikin. Hem bi aborî, hem jî bi siyasî. Di vê xalê de pêwîst e ku mirov bizane gel tê cezakirin. Ku careke din dengên xwe nedin vê partiyê. Berî hibijartinan serokên belediyeyan qaseyên xwe vala kirine. Ne tenê vala kirine, ew cihên bizanin ku HADEP'ê bi ser bikeve, ji bo çend salan deyndar in. Yanî hatina wan ya Banka Bajaran (Ýller Bankasi) bi faîzeke giran ji bo çend salan kêßane û xwarine. Heftê sal in tu xizmetên baß ji bajarên Kurdistanê re nehatine kirin. Ji bo karkirina sazûmanên sinayî, amadekirina rê û dirb, av û piran û hwd. xebateke bingehî tuneye. Amadekirinên bingehîn ji bo hejmareke kêm e. Niha hejmareke mezin mirov ji gundan koçber bûne, hatine bajaran. Ev zêdebûna mirovan jî pêwîstiyên wê girantir dike. Ji riyan heya avahiyan, ji tenduristiyê heya xebata aborî, bajarên Kurdistanê di nava rewßeke xirab de ne. Xizmeta bi dehan salan paßvemayî, di çend salan da dibe ku sererast nebe. Xebata serok bajarên Kurdistanê ne tenê kêmasiyên aborî û xizmetê ve girêdayiye. Serokbajartî mewqiyeke siyasî ye. Piranî jî li Kurdistanê cihê parastina nirxên neteweyî û mafên mirovatiyê ne. Rewßa dewletê jî li ber çavan e. ßerê qirêj gelek nirx û jiyana civakî tevlihev kiriye. Tê guhê me ku hêßta amirên tirk desthilatiya serokbajaran nepejirandine. Kulturek civakî ye ku kesên têne hilbijartin, ji aliyê memûrên dewletê ve jî têne pîrozkirin. Li hemberî wan kêmasiyan û yên me nenivîsî, xizmeta serokbajarên kurd, xwe parastin û xebata wan gelek zor e. Li pêßerojê dibe ku zehmetî û êrîßên dewletê zêdetir bin. Hingî wezîfeyên giran dikevin ser milên serokbajaran û hemwelatiyên wî. Em dizanin ku gelê me têhniyê (tiyê) xizmetê ye. Lê pêwîst e ku rewßa bajarên xwe, tengaviyên belediyeyên xwe û siyaseta dewletê jî baß bizanin. Bizanin wan çeperên mezin ên koletiyê ßikandine. Parastina bajarên wan û partiya wan, ramana ku bi hilbijartin serkeftî karekî gelek mezin e. Li hemberî hemû kêmasî û êrîßan li siyasetvanên xwe, serokbajarên xwe xwedî derkevin. Serokên bajaran û endamên meclîsa wan jî bizanin ku ew wezîfeyên gel daye wan, wezîfeyeke muqades û pîroz e. Bi xwînê û rondikên çavan hatine avdan û avakirin. Kursiyên serokatî û nûnertiyê, li ser ßewata gundan, koçberiya milyonan hatine çêkirin. Tißtê herî mezin ew e ku bizanin, kursiyên ku bi dest wan ketine bi îradeya gel pêk tê. Ew îrade û pißgirtin, dema çend sal bi ser ve çûn an sist dibe, an jî mezintir dibe. Li hemberî hemû kêmasiyan viyana gel pêwîst e. Evîna welat û gel li ser hemû xwestekên kesayetî ne. Dema kêmasî û serkeftinên xwe bi gel re parve kirin, dê di dilê gel de cihê xwe çêkin. Rêveberitiyeke zelal û welatparêzî, dibe sedemên pêßveçûnên mezin. [AW72D4] Ma Tovên Stêrkan Diqelin Deva-deva di nava gel de xeberek digere. Her kes dibêje min ji kê bihîstiye, ez nizanim. Gotin wekî pizotekê ye, agirê sor bi xwe ye. Wey li wî, yê ku zû ji ser zimanê xwe biavêje. Nûçe, tehl û bi ßînî ye, nexweßî û bextreßî ye, bi agir e, girtin û asaq e. Xalê Bextreß jî, zimanê xwe di vî agirî daye. Xalo devê xwe hißk girtiye. Hêstirên ziwa ji çavên wî yên westiyayî dinuqutin ser hinarkên wî yên qermiçî. Dilê wî bi rivînî pêdikeve û bi teqînî lêdide. Ew dilezîne, xwe li mala xwarziya xwe ku nêzîkî çarßiyê ye, digire. Çend lib diranên wî yên dawî ku ne li hindama hev in, ji zoran di goßtê argûßka wî de radibin. Dûxan ji nava serê wî radibe. Ber çavên wî zer dibe. Taqeta di kabokên wî de nema kare gewdeyê wî hilgire. Kabokên wî difisin. Xalo, xwe bi ser kopalê xwe, yê ku ji hecê bi xwe re anîbû de ditewîne. Xwe pê digire. Tevlî kopalê xwe, wekî deydîkê dihejhije. Kofendîla egala wî vedibe û rîßikên wê dikevin ser rûyê xalo. Bi destê xwe yê çepê egala xwe diedilîne. Bê ku devê xwe veke, bi hejandina serê xwe ji keçika ku bi destê wî digire re spas dike û bi gavên teng dikeve rê. Dema xalê Bextreß digihê dêhma Camiyê, dengê Melê Camiya Mezin dibihîze. Xalê Bextreß deng nabe xwe. Ew xwe li kerrîtiyê datîne. Lê bêxwedîkên guhên wî perdeyên xwe ji vî dengî re nagirin. Û fêrbûna salan wî ber bi bangê ve dikißîne. Xalê Bextreß berê xwe nazîvirîne, guhên xwe bi rîßikên egala xwe dixitimîne. Dengê bangê nema tê wî. Ji ber ku agirê li ser zimanê wî ßûna xwe dißewitand, wî nedikarî ya di dilê xwe de, bi zimanê xwe, bi dengekî bilind biqîre, di dilê xwe de, bi dengekî ku tenê ew û yê ku muhatab e, bibihîze got: "E hema bi Xwedê ez nehatim û min limêj nekir. Ma ne bes e? Ma heta kengî!? Ev çi derew e, ya em bi te re ne rast in yan jî, ew bi te re nedurist in, yan jî tu bi me her du aliyan re... tobe sitefîrillah. Lê bes e, ev mesele divê safî bibe. Ev çi henekpêkirin e. Ew jî xwe li banga te digirin, em jî, êdî bes e! Ev hezar û dused sal in, ku banga te ji guhên me nakeve û serê me jî ji erdê ranabe. Te ji bo me çi kir ha? Ev mabû te ev jî bi me kir. Na, bi navê Xwedê û Rebilalemîn êdî bes e". Xalê Bextreß bi êßa ßewata agirê li ser zimanê xwe bi ser hev de diqirmiçî. Ger ne ji kopal bûya, dê serê wî û piyên wî bigihîßtana hevdu. Îskeleta wî nema heq ji barê xwe derdiket. Xalo bûbû mîna lepekî. Daxwaz û hêviya têkçûyî ya Seydayê Xanê, ku bi hunermendiya helbestvanekî di nava risteyên xwe de neqißandibû, bi hemû giraniya xwe ketibû ser qopika pißta vî kalikî. Xalê Bextreß xwe digihîne malê, lê bi çi halî? Devê xwe venake. Ew naxwaze ßewata li ser zimanê xwe têxe dilê xwarzîka xwe, ya ku dilê wê bi agirê xußk û birayekî ßewitiye û berdewam dißewite. Na, na, ew divê ji xwarzîka xwe ya bi aqil re bibêje. Bangî wê dike. Wê li kêleka xwe dide rûnißtandin. Destê xwe hêdîka di ser porê wê re dibe. Serê wê bi kefa destê xwe yê qermiçi û nermikî miz dide. ßewata di nava xwe de bi carekê re bernade. Hewl dide ku kurpekurpa di nava xwe de bêdeng bike. Lawo dibêje: "Yekî ku çermê rûyê wî li ber seqema zivistanê qemerî bû û qemeriya germa tîrêjên havînê jî perdeya xwe ya reß avêtibû ser rûyê wî, xwe nêzîkî min kir û ev agirê han xiste dilê min û pêre jî bê ku li pey xwe vegere bi riya xwe de çû. Keça min êdî zimanê min nema geriya, perê min ßikestin û çavên min di riya ku ew bi gavên bi xwe ewle pê de diçe de, qerimî mabûn." Xalo kesereke tije êß dikßîne, mohra berxwedana ßerên bav û kalan di nava kefa destên xwe de dißidîne; berdewam li çavên xwarzîka xwe dinêre: "Gula min, ger cîhan, stêrk, ezman û gerdûn hebin, dê roj jî hebe. Û dê ev roj, di nava tu dîwaran de hilneyê û dê careke din hilê". [AW73A1] Divê têkilî bi PKK'ê re bê danîn Di konferansa navneteweyî ya herî kevn a cîhanê de, hate ragihandin ku bo çareseriya Kêßeya Kurd divê têkilî bi PKK'ê re bê danîn. Konferansa ku li bajarê Hollandayê Laheyê pêk hat, bi beßdariya hiqûqnas, siyasetmedar û saziyên humanîter roja 14'ê gulanê li dar ket. Di civînê de parêzerê îtalî Fabio Marcelli bala raya gißtî kißand ser rewßa kurdan û diyar kir ku gelê kurd, gelekî bêdewlet e, lewre mafê otonomiyê ji bo kurdan nayê pejirandin. Marcelli, da zanîn ku di bingeha ßer de nasnekirina hebûna gelê kurd heye. Di dawiya axaftina xwe de jî wî got ku, Öcalan di pêvajoya Romayê de pêßniyazên gelekî girîng kirine lê li wan pêßniyazan xwedî nehatiye derketin. Wî, da zanîn mirov dikare li herêmê konfederasyon an federasyonekê ava bike ango dikare mafê otonomiyê bide kurdan." Di civînê de Prof. Dr. Ulrich Gottstein jî pêßîn analîzeke dûvedirêj li ser Komara Tirk kir. Wî axaftina xwe wiha domand: "Gelê kurd têkoßîneke ku hemû beßên civakê dihewîne dide. Têkoßîna gerîlatiyê jî parçeyek ji vê yekê ye. Tirkiye endamê NATO'yê ye. NATO, DYA û welatên din çekan difiroßin Tirkiyeyê. Di her warî de pißtgiriya wê dikin. NATO ya ku pißtgiriya UÇK'ê dike û Yugoslawyayê bombebaran dike, li dijî Tirkiyeyê xwe li keriyê datîne. Parlementoya Ewrûpayê (PE), NATO û NY di ßerê li Kurdistanê de tawanbar in. Divê di çarçoveya biryarên ku PE'yê de hatine girtin, ji aliyê siyasî û aborî ve zor li Tirkiyeyê bê kirin. Çareserî divê li gorî neteweyekê beParêzer Mustafa Demir jî di axaftina xwe ya ku li ser navê Yekîtiya Hiqûqnasên Kurdistanê kir de, diyar kir ku PKK di warê leßkerî de bi rêxistin bûye. Rêxistineke ku xwedî konseya sazûmankar (komuta konseyî) e û serokê wê jî Abdullah Öcalan e. Parêzer Demir sedemên alîbûyîna ßer a PKK'ê jî vegotin û bi belgeyên nivîskî û dîtbarî mînak ji tevkujiyên Tirkiyeyê pêßkêß kirin. Parêzerên Abdullah Öcalan Biritta Böhler, Eberhörd Schulz jî di cîvînê de li ser doza Öcalan rawestiyan. Böhler wiha axivî: "Ez nizanim bê wê di 31'ê gulanê de çi bibe. Tißtê ku dixwazin bikin têkiliya wê bi dadgehê re tuneye." Böhler bala raya gißtî kißand ser biryarên DMME'e û wiha got: "Revandina serokekî aliyê ßer û xwestina darvekirinê helwesteke ne mirovane ye. Eberhard Schulz jî wiha axivî: "Kurdan xwe bi Öcalan re kiriye yek. Dewleta tirk dixwaze bi riya îzolasyonê kesayetiya Öcalan têk bibe."Li ser navê ERNK'ê Mizgîn ßen diyar kir ku ew wekî nûnerê aliyê ßer beßdarî civînê bûye. ßen da zanîn ku dewleta tirk qebûl bike jî neke jî PKK aliyê ßer e.Di civînê de delegasyona tirk jî amade bû. Berdevkê delegasyona tirk Gündüz Aktan wiha axivî: "Dema ku ez behsa Kêßeya Kurd dikim, tengav dibim. Em lêkolînan dikin. Ez jî di nav de cih digirim. Ji bo ku mafê çandî yê kurdan bidin wan. Di vê panelê de bi tenê aliyê kurdan axivî. Divê hûn li me jî, li aliyê tirkan jî guhdariyê bikin. Bi salan e em vê yekê dixwazin. Kes naxwaze xwîn birije. Çareseriya kêßeyê bi vî awayî zor e. Tecrûbeyên dostên me yên kurd kêm in. Heta dawiya konferansê dema me heye. Hevdîtin û nîqaß ji bo her du aliyan jî bikêr û bifêde ne."Ji TOSAV'ê belgeya nêziktêdayîna hevparDigel rûdanên di qada navneteweyî de di qada navxweyî de jî nirxandinên balkêß têne kirin. Berî niha bi demekê, ji aliyê TOSAV'ê ve ku Prof. Doðu Ergil serokatiya wê dike, xebateke bi rengê "Pêßniyaza Qanûneke Bingehîn bo Çareseriya Kêßeya Kurd û Demokratîkbûna Tirkiyeyê" di bin navê "Belgeya Nêzîktêdayîna Hevpar" de ragihand raya gißtî. Ji ber belgeyê DGM'ê doz li TOSAV'ê vekir. Di belgeyê de bi awayekî hûrbînî li ser çareseriya Kêßeya Kurd û sedemên wê tê rawestandin. Li pey agahiyan ew sê sal û nîvek e ku ew li ser vê xebatê disekinin. Li gorî belgeyê dewleta tirk wekî netewedewlet hatiye avakirin. Lê vê yekê berî avabûna komarê dest pê kiriye. Lewre jî komara tirk li gorî awayê xwestekên dewletê, li ser bingeha netewedewlet hatiye avakirin. Li gorî belgeyê, di nava vê yekê de enerjiyeke negatîf derketiye holê û di navbera civakê û dewletê de rewßên awarte rû dane û vê yekê gelê ku xwe wekî lawê di bin wesayetê de dîtiye, teßwîqî serhildêriyê kiriye. Ango daxwaza lawê ku sebra wî li malê nayê û direve, hin mesele û kêßeyên nû pêk tîne.Li aliyê din di belgeyê de tê gotin ku, dewlet ji dêvla ku bi riya pirdengî û pirengiyê yekîtiyekê pêk bîne, doza yekrengî û yekdengiyê kiriye. Lewma vê yekê, rê li ber nerazîbûna gel vekiriye û di navbera du aliyan de ßerê çekdarî dest pê kiriye.Kurd pißtî ku xwîn rijiya hatin dîtinLi aliyê din li gorî belgeyê, ger ßîddetê rengê protesto û destnîßankirina xwestekên gißtî li xwe bar kiribe û bi hezaran çekdar vê riyê bi kar bînin, veßarî an eßkere bi sed hezaran mirov pißtgiriya vê rêbazê bikin, diyar e ku ev diyarde (olgu) tißtekî civakî û girseyî ye. Dîsa di belgeyê de tê diyarkirin ku hebûna kurdan pißtî rijandina xwînê hatiye dîtin. Belge ji raya gißtî vê pirsê dike: "Realîteya kurdan tê çi wateyê?" Di vî warî de belge dide zanîn ku tê wateya ji aliyê hiqûqî ve pesendkirina(onaylama) hebûna kurdan.Wekî din li gorî belgeyê, divê kurd digel zimanê fermî yê Tirkiyeyê karibin nifßên nû bi zimanê xwe û li gorî dabûnêrîtên xwe perwerde bikin û divê hewlên wisa bêne pißtgirîkirin. Di dawiya belgeyê de jî wiha tê gotin: "Çareseriya demokratîk a kêßeyên civakî ji hevfamkirina aliyên kêßeyê û bi lihevkirinê gengaz e. Ji bo ku ev yek pêk were, pêßîn divê aliyên ßer kêßeyê bi awayekî azad di nav xwe de nîqaß bikin. " Di belgeyê de digel rakirina sîstema cerdevaniyê, dawîlêhanîna kußtinên faîlî meçhûl, rêveberiya xwecihî jî hatiye xwestin. [AW73A2] Ez dixwazim we bi awayê herî pîroz bibînim Bersiva nameya girtiyên jin a Serokê Gißtî yê PKK'ê Abdullah Öcalan:Ez dixwazim we bi awayê herî pîroz bibînim Hevalên hêja Suna Parlak, Melahat Akay, Leyla Akbaß; Nameya ku we ßandibû, gihîßt ber destê min. Hevokên li ser rêxistinbûnê hatibûn reßkirin. Gava name bê nivîsîn, ku ji sînorên hevaltiya xwezayî derbas nebe û pir ne îdeolojîk be, ez bawer im wê bigihêje ber destê min. Ji ber ku ez di ßîneke mezin de me, ez tengezar dibim. Lê ez qet dilê we nahêlim. Hem ji ber ku îro ßeßemîn salvegera mirina diya min Uveyß e, ji bo lêxwedîderketinê, divê ez serê xwe pê biêßînim. Berî her tißtî ez dixwazim qîz û jinên mîna we, wekî mirovê pîroz û hêja bibînim. Hûn hemû jî wisa ne. Bi hêjayî û qîmeta xwe zanibin. Qet nekevin têkiliyên erzan û bênirx; têkiliyên bêhêz û bêmane saz nekin. Hemû têkiliyên xwe li ser bingeheke ji êß û janan safîbûyî, mezin û watedar, a ku hêjayî hezkirinê ye, deynin. Lê teqez bila dadperwerî felsefeya bingehîn a jiyana we be. Ne dogmatîk bin û tu car ne bêrêgez (prensîb) bin jî. Her dem pêjinkar bin û doza rastiyê bikin. Niha ku fersenda jiyanê bê dayîn, ez dê bi her awayî doza aßtiyê bikim. Min gavine biçûk avêtin. ßerê aßtiyê, ßerê herî mezin û hêja ye; gava ku pêk bê, mirovên durist derdixe holê. Ji mirovê barbar, mirovê hemdem diafirîne. Ez vê yekê gelekî dixwazim. Lê felekê, bi awayekî herî kambax û bêyom û reß tevna xwe rîst. Dîsa jî ez dê zorê bidimê. Ev qet nayê wateya înkarkirina raboriyê; berevajî wê, dê encama wê ya herî mezin, a herî xwezayî be. Divê hûn teqez vê yekê rast fêm bikin. Çimkî hûn gelekî bext vekirî ne, lewre qedrê vê yekê baß bizanin. Hûn bawer bikin, li darê dinyayê niha tißtê ku ez herî zêde dixwazim, zana û hißyarkirina gelê me ye. Her wiha we behsa gotinên min ên di balafirê de kiriye. Ew gotina "Ez dê ji bo aßtiyê bijîm" ne gotineke ji rêzê bû. Her çend kût (felçli) be jî, mizgîniya vejînekê bû. Divê li ser vê bingehê, aßtiya bi dewletê re tu caran xelet neyê fêmkirin; ku bi ser bikeve, gelekî hêja ye, gelekî binirx e. Maneya wê ya di serê min de, ev e û divê qet neyê berevajîkirin. Ez diceribînim. Hinekî hêviya min heye. Bêguman ev bi xwe re biratî û yekbûyîna azad tîne; jixwe ev di heman katê de berdêla êß û janên mezin û kedê ye. Hemû ßer û serhildanên ku ne ji bo aßtiyê, biratiyê, bihevretiya azad in, kor û ker in. Ev neheqî ye. Êß û azarê didin, rûxîner û alozkar in. Ji ber vê hindê heya rewßa min diyar bibe, divê hûn zorê bidin xwe û bi pêjinkariyeke mezin doza aßtiya stratejîk bikin. Min ji bo we hemûyan hezkirineke gelekî mezin amade kir û min hewl da ku pêßkêßî we bikim. Li ser vê baß rawestin û teqez bibin serî. Êdî bila gotinên we nêzî zimanê stran û helbestê bin. Pêvajoya dawîn bi ßêweyekî stranî, helbestî û wêjeyî bihonin. Gava ku we dîrok xwend, Gilgamêß baß fêm bikin. Di vir de, aßtî û biratiya di pirtûka pîroz a sê Pêxemberan de baß fêm bikin. Li ser vê bingehê siyaset û ßoreßê bi awayekî ku hûn xeletiyan nekin, sersariyê nekin, êßan baß fêm bikin, neheqiyê nekin û rê ji neheqiyê re venekin, têxin nava dil û hinava xwe. Hûn hemû, ku hezkirina min a ji bo jiyanê baßebaß fêm bikin û ji bo hemû mirovahiyê, bo Tirkiyeyê û gelê me têxin jiyanê, her wiha pêßkêßî her kesî bikin, ev ji bo we dibe destkeftina herî mezin. Ez dawiyê li nameya xwe tînim. Name ji bo we hemûyan e. Ez we hemûyan hembêz dikim û silavên xwe li we dikim. [AW73A3] Carina em nikarin tizbiyekê jî peyda bikin Koma Medya li ser ßanoya Mîrnißîna Baban û ya li henderanê axivî : Carina em nikarin tizbiyekê jî peyda bikin ME di Kongreya Înstîtuya Kurdî ya li Stockholmê de biryar dabû ku em komeke ßanoyê ava bikin. Hevalên ku dê di beßa ßanoyê de bixebitiyana jî amade bûn. Van hevalan tavilê, dotira rojê dest bi xebatê kir û xebata xwe bêwestan û rawestan bir serî. Xebata van hevalan ji du beßan pêk dihat. Beßa yekemîn provayên normal bûn, ku wan her roja înê li balona biçûk a Înstîtuyê pêk dianî. Ez wisa bawer im vê serdemê 89 mehan dom kir. Pißtî ku ev gava pêßîn a hunermendan çû serî, îcar jî diviyabû hevalan xebata xwe li pêßberî kamerayê berdewam bikira. Dekor hatin amadekirin, cil û berg bi zor û zehmetî hatin peydakirin û bi vî awayî jî, xebata dawîn a ßanoyê dest pê kir. Ji bo kißandina dîmeneke sê saniyeyî, car caran 78 saet xebat dihate kirin. Ev dîmen tev, ji aliyê kameramanên MED-TV'yê ve dihatin wergirtin. Pißtî vê xebata dûvedirêj a hûrbînî, berhem niha amade bûye. Bi vebûna televîzyonê re, dê berhem di televîzyonê de were pêßkêßkirin. Me li ser xebat û berhema wan, ligel derhênerê komê Mehdî Caf û çend endamên komê hevpeyvînek saz kir. Mebesta we bi avakirina Koma Medya çi bû? - Mebesta me, bipêßxistina hunera kurdî, zindîkirin û vejandina ferhenga (kultur) kurdî ye. Her wiha komkirin û handana (teßwîq) hunermendên kurd e, ku doza xizmeta welat û neteweya xwe dikin. Wekî din, em ditewanin (dikarin) bi riya televîzyonê, ßanoya kurdî ya li Kurdistanê bi pêß bixin. Bi qasî ku ez pê dizanim ev yekemîn berhema koma we ye. Tu dikarî hinekî behsa "Mîrnißîna Baban" bikî? - Berî êsta (niha) bi du sed salan li baßûrê Kurdistanê, li bajarê Silêmanî Mîrnißîneke serbixwe ya kurd hebûye. Ev Mîrnißîn, li ser zorbeyî (piranî) navçeyên kurdnîßîn desthilatdar bûye. Paytexta wê, di wê katê (dem) de bajarê Silêmanî bûye. Mîrnißîn, ji layê du birayan ve hatiye birêvebirin. Van herdu birayan, li hevdu nekiriye û bi rê neketine, wan yekîtiya miletê xwe ava nekiriye, lê ji bo desthilatdariya welêt ew li dijî hev rabûne. Van herdu birayan, ji dêvla ku yarmetiya (alîkarî) hevdu bikin, yarmetiya dijmin kiriye da ku hevdu bißkînin. Wê katê, Osmaniyan nedixwest ku Mîrnißîneke kurdan a serbixwe hebe. Ji ber vê çendê, Osmaniyan bi riya Necîp Paßayê Bexdayî û bi alîkariya yek ji wan birayan, êriß biriye ser Mîrnißîna Baban û desthilatdariya Mîrnißînê têk biriye. Çêbû. We ji bo çi ev babet (tema) hilbijart? - Ji van ßerên navxweyî, bi tenê dijminên kurdan kelk (fêde) werdigire û heta radeyekê jî ew bi ser dikevin. Ligel vê yekê mêjû (dîrok) çima ji aliyê kurdan ve tê dubarekirin? Çima em dersan ji mêjûya xwe wernagirin? We ji bo çi, ev ßano ji bo televîzyonê jî amade kir? - Ji ber ku di vê ßanoyê de, nêzîkî 19 caran dekor tê guhartin. Û ev ji bo ßanoyê zor (pir) sext û zehmet e. Li layê din bînerên (temaßekar) ßanoyê li derveyî welêt zor kêm in. Lê bi riya televîzyonê bi milyonan bîner dikarin lê temaße bikin, çi li derveyî welêt û çi li Kurdistanê. Bi boçûna we, di navbera ßanoyeke li ser dikê (sahne) û bo televîzyonê de çi ferq heye? - Ew ßanoyên ku li ser textê ßanoyê têne pêßkêßkirin, divê di kateke (dem) diyarbûyî de bênavber werin qedandin û her wiha dubarekirina wê tuneye. Lê belê li ber televîzyonê mirov ditewane (dikare) bêlez û birêkûpêkî tomar bike û bîner jî dikarin gelek caran lê temaße bikin û ji berhemê baßtir fêm bikin. Çimkî ev ßanonameya me, wekî fîlmên televîzyonê, li pey pîvanên yasayî hatiye tomarkirin (qeydkirin). Belam em ji serî heta dawiyê li stûdyoyê bûn. Deng û reng bi ßêweyekî gelekî ciwan û baß hate amadekirin. Ji bo kißandina her dîmenê, ku nêzîkî heft deqîqeyan e, me li dora 10 saetan dîmen wergirtiye. Bi tenê ji bo ku em deng û rengê lîstikê raçav (kontrol) bikin. Gelo ne baßtir bû ku we ev ßano li derveyî studyoyê, wekî fîlm bikißanda? - Zor zehmet e. Lewre sirußta Swêdê bi sanahî (hêsanî) li sirußta Kurdistanê nagunce. Dîsa pir zehmet e ku mirov wan dekorên orjînal, ku li Kurdistanê hene, ji sirußta Swêdê peyda bike. Û ev der welatekî tarî ye. Baß e. Peydakirina dekor û aksesuarên wê serdema ku bûyer lê derbas bûye, ji bo we ne zehmet bû? - Danîna dekor ne gelekî zehmet bû. Belam aksesuar gelekî zehmet bû. Carina li ser tißtekî gelekî basît, girîftên (problem) gewre (mezin) ji bo me durist bûn. Wekî nimûne; peydakirina tizbiyekê ji bo mele bûbû mißkule. Yan jî cil û bergên kurdî. Çimkî ew cil û bergên kurdî ku li vir hene, yên seyran û xweßiyê ne; hinekî taze û ciwan in, xwediyên van kincan jî naxwazin cilên wan qirêj bibin û biqermiçin. Wekî din çi gîrûgiriftî li we qewimîn? - Gîrûgirifta aktoran. Ji ber ku me hinek aktor peyda nekirin, ji neçarî me hinek dîmen kurt kirin û bi vî awayî me xebata xwe bire serî. Lewre wexta hinekan zor kêm e. Û wekî din jî holeke (salon) me ku em bikaribin hemû kat lê provayên xwe bikin, tuneye. Êsta jî ez hez dikim ligel ßanogerên din biaxivim. Sereta dixwazim ji Kak Adil bipirsim. Tu dikarî hinekî behsa rola xwe "Qale" bikî? - Qale mirovekî xweperest e û berjewendiyên xwe yên kesanî di ser ên gißtî re dibîne. Li ber vê, ev karekter yek ji mirovên helperest, fîtnekar e ku kêßeyan aloztir dikin. Ev rol li dijî ßexsiyeta Adil e. Îcar ji ber vê çendê ez nikarim bibêjim min wekî aktor karekî zor kir, da ku ev karekter were pêßkêßkirin. Kesayetiyên wekî Qale, bêguman li darê dinyayê peyda dibin. Birêz Hamîd Derûdî hûn di ßanoyê de bi rola çîrokbêjiyê rabûne. Erk û dewra çîrokbêj çi ye? - Çîrokbêj di ßanoyê de xwedan dewreke girîng e. Belam pêkanîna rola çîrokbêj ne gelekî sext û dijwar e. Ji ber ku çîrokbêj, behsa rûdanên girîng ên wê serdemê dike, ku ßano li ser hatiye duristkirin. Ew jî serdema Mîrnißîna Baban e, ku di mêjûya kurdan de û bi taybetî jî li Herêma Soran girîngiyeke wê ya taybet heye. Çîrokbêjî, di komel û folklora me de cihekî esasî û sereke digire. Çimkî êsta jî, li her gundekî Kurdistanê çîrokbêj, bo xelkê, behsa mêjûya kurdan û Kurdistanê dikin. Ez di warê peydakirina cil û bergan de neketim tengasiyê. Çimkî ev cil û bergên çîrokbêjan li nik min hebûn. Mesele wekî yên Feqiyane, Kulebaw, Kilaj û Kilaw û hwd. Ev cil û bergên resen ên kurdan li cem min hebûn. Ji bo jiberkirina (ezberkirin) testên ßanoyê jî, hîç mißkuleyeke min tunebû, çimkî li malê, min ligel Semîre prova dikir. Danûstandineke zor baß di navbera me de hebû. Min cara pêßîn ligel swêdiyan karê ßanogeriyê kiribû belam (lê) ev yekemîn car e ku ez li derveyî welêt di ßanoyeke kurdî de dilîzim. Hevala Semîre tu di nava komê de ya herî ciwan î. Ji bo te lîstina vî karekterî çawa bû? Çi zehmetî û xweßiyên wê hebûn? - Lîstina karakter bo min pir xweß bû. Ji ber ku ew kesên ku guh li min digirtin, hemû ji min gewretir (mezin) bûn, min wisa hîs dikir ku ez zor gewre bûme. Ev jî, ji bo min cihê ßanazî û serbilindiyê ye. Ev cara duyemîn e ku ez di ßanoyeke kurdî de dilîzim. Yekem car, ji bo Cejna 8'ê Adarê li baßûrê Kurdistanê li Çiyayê Qendîl min rol wergirt. Bi gißtî ßano, ji bo min bi serketî derbas bû. Kak Samed tu wekî rêveberê ßanogeran, li ser ßanoyê û rola xwe çi dibêjî? - Li henderanê (xerîbiyê) karê ßanoyê ne hêsan e. Çimkî jiyan bi xwe zehmet û sext e. Paßê, ew aktor jî li bajar û welatên Ewrûpayê belav bûne. Zor zehmet e, ku mirov bo karê ßanoyê wan ko (teßwîq) bike. Di warê yarmetî, derhêner, arayißt, dekor û hwd. de pir zehmet e ku mirov bikaribe kesên pispor û xwedanßareza peyda bike. Em neçar dibûn ku ji bo hinek karekteran xelkê asayî (sivil halk) bi kar bînin. Bo nimûne min bi xwe berê karê ßanogeriyê nekiriye, belam wê rojê pêwîst bû, ku em bo vî karî amade bin û yarmetiya hevalên xwe bikin. Ez di rola serleßkerê Necîp Paßa de bûm, ku Mame Yare ew zindan kiriye, li benda biryara Paßa dimîne, aya dê wî bikujin an nekujin. Û bi vê rolê jî, kutahî li ßanoyê tê. Helbet lîstina karekter ji bo kesekî wekî min ku yekem car roleke wisa dilîze, bi taybetî ne hêsan bû ku li pêßberî kamerayê rawestim. Belam pißtî ku karek tewaw bû û min encam û berhema xwe dît, bo min tißtekî zor xweß bû. Kak Efan te jî rola Necîp Paßayî girtibû ser xwe, der barê ßanogerî û kesayetiya Necîp Paßa de tu çi dibêjî? - Bi raya min Necîp Paßa semboleke bo her yekî ji wan serkirdeyên dagirker ku li Kurdistanê xwedî erk in, ji bo ku bikarin cihê xwe û desthilatiya xwe li Kurdistanê qewî bikin. Ji bo vê yekê wan pêwîstî pê hebûye, zêdetir rayeya xwe bi tund û tûjî bi kar bînin. Di vê rê de jî wan serê bi hezaran kesên sivîl û xelkê ßoreßger ku li dijî mebesta wan rabûne jê bikin, ter û hißk bi hev re bisotînin. Ji bo min rola Necîp Paßa ji sedî sed ev bûye ku heta êsta jî, berdewam nimûneyî ew dagîrker li Kurdistanê tên dîtin. Di ßanogeriyekê de hest dikim Paßa rewßeke alozî ya derûnî de dijî. Di warê dozandina çareseriyê de ew tenê li riya kußtin û li jinavbirinê dizanin. Roje Xan, tu jî bi rola Qemernaz rabûyî. Tu dikarî li ser Qemernaz û jina kurd çi bibêjî? - Ez wekî afreteke (jin) kurd, hez dikim beßdariyê di karê ßanoyê de bikim. Ev duyemîn car e ku li Stockholmê ez beßdariyê di ßanoyê de dikim. Ji ber ku di warê ßanogeriyê de rola jina kurd kêm e, ez beßdariyê di karê ßanoyê de dikim. Ez bi rola Qemernaz pir kêfxweß bûm. Hêvîdar im ku rola afreta kurd, dê di warê ßanogeriyê de pêßketîtir be. Birêz Caf me dil heye hûn dawiyê li ser ßanoya kurd û projeyên xwe yên bo pêßerojê me agahdar bikin? - Berî her tißtî ez dixwazim diyar bikim, ßanogeriya li henderanê ji ya li Kurdistanê zor zortir e. Sext û zehmet e. Li layê din ger berpirsiyarên Înstîtuya Kurdî ya li Stockholmê bi dilgermî berê xwe bidin xebata ßanoyê û problemên aktorên kurd çareser bikin, wê ji bo diwarojê jî rê vebe. Em gelekî dixwazin berdewema xebata xwe bînin û berhemên din durist bikin. Ez wekî gotina axirîn dixwazim spasî Înstîtuya Kurdî ya li Stockholmê û karmendên Stûdyoya MED-TV'yê bikim. "Ez di sala 1962'yan de li bajarê Helepçe li baßûrê Kurdistanê ji dayik bûm. Û li sala 1985'an min Înstîtuya Hunerên Ciwan a Kurd beßa hunera ßanoyê tewaw kiriye, ku pênc sal bû. Pißtî ku min ev beß kuta kir, min Kurdistan li cih hißt û di sala 1988'an de li Sovyetê li beßa sînemayê min dersên rejîsoriyê xwendin. Dûvre min fîlmekî nîv saetî, ku sih û pênc mîlîsînemayî dokûmentar e, li ser Kurdistanê bi zimanê rûsî durist kir. Li Kurdistanê min her karê ßanoyê durist kir. Ez di sala 1990'î de bo Swêdê hatim û li Swêdê jî her karê ßanoyê dikim." [AW73A4] Li Îsraîlê Partiya Karkeran bi ser ket Gelê Îsraîlê riya danûstandinê vekir: Li Îsraîlê Partiya Karkeran bi ser ket Di hilbijartina gißtî ya Îsraîlê de, ku roja 17'ê mehê pêk hat, kevnefermandar û peyrewê Îzak Rabîn, Ehûd Barak bi ser ket. Barak, serokatiya Partiya Karkeran dike û ev partî jî pêßengiya bloka bi navê "Yek Îsraîl' dike. Vê bloka ku ji sê partiyan pêk tê, ji hilbijartinê ji sedî 57'ê dengan wergirt. Partiya Likûd, ku serokatiya wê serokwezîrê niha Netanyahu dike, ji sedî 43'ê dengan wergirt. Li ser vê yekê Netanyahu ji serokatiya partiyê îstîfa kir. Pißtî hilbijartinê, di nava parlementoya Îsraîlê ku ji 120 endaman pêk tê de, Partiya Karkeran 31 endamtî, Partiya Lîkûdê 18 endamtî û partiya cihûyên tundraw ßasê 15 endamtî bi dest xistin. Endamtiyên din jî man ji 12 partiyên mayî re. Li pey agahiyên ku bi dest ketine, biserketina Barak ji her kesî zêdetir kêfa Serokê Amerîkayê Bill Clinton anî. Hate gotin ku wî pîrozbahiyên xwe yên germtirîn pêßkêßî Barak kirine û hêviya xwe ji bo xebateke baß, di riya aßtiyê de, aniye zimên. Clinton dixwaze ku Barak, biryara lihevrûnißtina Wye River bîne cih. Di vê lihevrûnißtinê de biryar hatibû dayin ku Îsraîl di nava 12 hefteyan de % 13'ê ßerîaya Rojhilat ji rêveberiya Filistînê re bihêle. Lê Netanyahu ev biryar pêk neanî, bi tenê % 2'yê herêmê vala kir. Li cihê mayî jî giranî da avakirina malan ji bo cihûyan. Niha tê hêvîkirin ku pißtî Barak xebatên aßtiyê lez bigirin. Ehûd Barak, pißtî ku encama hilbijartinê diyar bû, civîneke çapemeniyê li dar xist û di vê civînê de da zanîn ku di nava salekê de wê kêßeyên girîng ên Îsraîlê bixe riya çareseriyê. Serokê Partiya Karkeran Barak, digel hevdîtina bi rêveberiya Rêxistina Rizgariya Filîstinê re, hevdîtinên bi Sûriyeyê re û di nava salekê vekißandina hêzên xwe ji baßûrê Lubnanê jî wekî armanc daye ber xwe. Lê gelek kesên pispor diyar dikin ku ew nikare di vê maweyê de bigihêje mebesta xwe, her wiha hinek kes didin zanîn ku Îsraîl karê hevdîtinên bi Filistîniyan û Suriyeyê re nikare bi hev re bimeßîne. Bo nimûne Joel Singer ku di hevdîtinên li Osloyê de cih girtiye û niha jî li Washingtonê parêzeriyê dike, daxuyandiye ku meßandina her du karan li Îzak Rabîn giran hatiye û ji bo Barak jî ev bar giran e. Rêveberê Înstutiya Rojhilata Nêzîk ya Washingtonê Robert Satloff jî dide zanîn ku, Barak nikare di nava salekê de kêßeyên li ber xwe çareser bike. Barak kevok e yan baz e Biserketina Ehûd Barak, rêveberiya Filistînê jî kêfxweß kir. Her wekî Clinton, Yaser Arafat jî telefonek da Barak û ew pîroz kir. Gelek mirovên filistînî jî kêfxweßiya xwe li ser vê serkeftinê anî ser zimên. Kesên ku bi çavekî çakbînî li ser Partiya Karkeran û serokê wê Ehûd Barak dinêrin, bi bîr dixin ku ew partiya Îzad Rabîn e, ku ji ber aßtîxwaziya xwe ji hêla yekî tundraw hate kußtin. Daxuyaniyên Barak û helwesta alîgirên wî jî vê rastiyê diselmînin. Berî nîvê ßeva hilbijartinê ku encam diyar bû, girseyeke mezin li Qada Îzak Rabîn li hev civiya û slogana bi rengê "Em bi ser ketin" hilda. Ezmûn û gotinên Barak hêviyê didin hinekan, lê hinek jî bi ßik û guman li wî dinêrin. Lewre ew bi bîr dixin ku Barak kevnefermandar e û di dema hilbijartinê de jî ev aliyê xwe derxistiye pêß. Her wiha, wî ji ber peymana Osloyê ya 1993'yan Îzak Rabîn rexne kiriye. Hinek gotinên wî yên hilbijartinê vê ßik û gumanê zêde dikin. Ew, bi tundî li dijî parçebûna Qûdîsê derket û da zanîn ku ew bajar dê her tim wekî tekane serbajarê Îsraîlê bimîne. Hinek Filîstinî bawer in ku leßkerbûna wî li paß maye û Îro dê ji bo aßtiyê hin gavan bavêje. Hinek jî dibêjin tißtek naguhere, zêde cudatî di navbera Netanyahu û Barak de nîn e. Bo nimûne Iyad Xamîsê 26 salî ku li Ramallahê bazirganiyê dike, gotiye: "Ji bo me her du jî dijmin in. Yek ji wan hikûmeta tundraw û olperestan e, ya din jî hikûmeta general û mirovên artêßê ye. Li gorî me her du jî xwediyê heman polîtîkayê ne." Lê dîsa piraniya gelê Filistînê di wê baweriyê de ye ku, kî were ser kar jî divê hin gavan ji bo aßtiyê bavêje û ji bo vî karî jî Barak ji Netanyahu çêtir e. [AW73A5a] Artêßa tirk roketên kîmyewî bikar anî Di 11'ê gulanê de dewleta tirk li ßirnexê li dijî gerîlayên ARGK'ê roketên kimyewî bikar anî bû. Di encama vê bûyerê de 20 gerîlayan jiyana xwe ji dest da. Li ser vê yekê fermandariya ARGK'ê daxuyaniyeke çapemeniyê belav kir. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev 15 sal in ku dewleta tirk û artêßa wê bi rêbazên hovane bi ser wan de diçe. Di daxuyaniyê wiha hatiye gotin: "Ligel ku dewleta tirk Peymana ßer a Cenevreyê ye îmze kiriye jî, bi awayekî li derveyî hiqûqa ßer tevdigere." Li ser vê yekê ARGK'ê bang li Neteweyên Yekbûyî û saziyên navneteweyî kir. Li dû vê rûdanê ÝHD'ê dest avête bûyerê. Li aliyê din Serokê Yekitiya Hiqûqnasên Kurdistanê [AW73A5b] Yaßar Ertaß bûyer ßermezar kir Îßkence dikeve bin çavdêriyêÎngilîstan û Baroya Gallerê berî niha bi demeke kurt dest bi xebata amadekirina pêßniyaznameyeke der barê 'ßopandina pêvajoya di binçav de' kir. Li Tirkiyeyê pißtî ku maweya di binçav de hate kurtkirin, da ku bikaribin nêzîktedayîna dewleta tirk û bergiriyên wê yên li hemberî girtiyan tespît bikin û agahiyan bi dest bixin, pêßniyaznameyek amade kir. Di pêßniyaznameyê de tê diyarkirin ku, pißtgiriya fermî pêwîst e. Her wiha di pêßnûmayê de tê xwestin ku li cihên di bin berprisiyariya Midûriyeta Gißtî ya Ewledariyê û Fermandariya Gißtî ya Jendermeyan de ye divê bên kolandin. Ji aliyê din ve tê xwestin ku waliyên bajaran bo lêkolandina karakolan destûrê bide. Ji bo lêkolînan dê lijneyeke dilxwaz were pêk anîn. [AW73A5c] Bombeya zindî' di çapemeniya tirk de teqiya Rojên 17 û 18'ê gulanê rojnameyên wekî Sabah, Hürriyet, Milliyet û hwd. xebatkarê NÇM'ê endamê Koma Azad Mehmet Yapýßtýran wekî hedef nîßan da. Di rojname û televîzyonan de li gorî agahiya ku ji midûriyeta Enqerê girtine, ew wekî bombeya zindî ya li ber teqînê nîßan da. Li ser vê yekê parêzerê Mehmet Yapýßtýran, Ahmet Avßar, li ÝHD'ê bi daxuyaniyeke çapemeniyê, hemû îdîa derewandin. Mehmet Yapýßtýran jî der barê bûyerê de diyar kir ku ew jî gelekî ßaß maye. Sazbend Mehmet Yapýßtýran dide zanîn ku, ew tenê dikare bi tembûra xwe biçe 19'ê gulanê û çanda xwe temsîl bike. Yapýßtýran dê der barê rojname û televîzyonan de doza tazmînatê veke. [AW73A5d] Doza Öcalan lînçeke veßarî ye Rojnameya Le Soirê di hejmara xwe ya 15-16'ê gulanê de nûçeyeke ßîroveyî li ser doza Öcalan weßandiye. Rojnameyê daye zanîn ku li Tirkiyeyê siyasetmedarên tirk, medya û dewlet giß dixwazin Öcalan ji holê rakin. Ev jî rengekî komîk dide darizandinê. Di nava nûçeya ku ji hêla Eric Biegala ve hatiye nivîsandin de, li ser pest û pêkutiya ku li parêzeran tê kirin jî hatiye rawestandin. Her wiha hatiye gotin ku hinek kesên ku girêdayî ßaxa Taybet a ßer in, her roj diçin Öcalan hildidin bin pirsan û bi dermanan bi tenduristiya Öcalan dilîzin. Di dawiyê de hatiye gotin ku doza öcalan dißibe lînçeke veßarî. [AW73A5e] Televîzyoneke nû ya kurdan vebû BBC'yê li ser televîzyona kurdî ya ku nû vebûye CTV nûçeyek amade kiriye. Di nûçeyê de tê gotin ku televîzyoneke ku navenda wê li Îngilistanê ye, bo 20 milyon kurdên li Ewrûpa, Rojhilata Navîn û Asyaya Navîn dest bi weßana ezmûnî kiriye. Di nûçeyê de hatiye daxuyandin ku CTV rojê 6 saetan bi zimanê kurdî, tirkî û erebî weßanê dike û di weßanên wê de bi tenê bernameyên çandî cih digirin, nûçe û bûyerên aktûel hê di televîzyonê de nehatine weßandin. Di nûçeya BBC'yê de qala girtina MED-TV'yê jî hatiye kirin û îdiayên Tirkiyeyê yên der barê MED-TV'yê de jî hatine dubarekirin. Li gorî nûçeyê tevî ku tu têkiliya wê televîzyonê bi MED-TV'yê re nîn e jî, rayedarên dewleta tirk bernameyên CTV'yê jî ji nêzîk ve dißopînin. [AW73A5f] Li bajarên kurdan neteweperwerî li dar e Nûçegihanê rojnameya New York Timesê Stephen Kinzer roja 16'ê gulanê li ser Amedê nûçeyeke çavdêrî amade kiriye. Di vê nûçeyê de tê gotin ku li bajarên kurdan hestên neteweyî bilind in û pißtevaniya gelê kurd ji bo PKK'ê gelek e. Bi baweriya Kinzer kurd bi doza xwe hesiyane û "gelekî dijwar e ku mirov yekî/e ku doza neteweyî naparêze, heta pißtevaniya ßerê çekdarî (ya ku destpêka wê 1984 e) nake, peyda bike." Nûçegihanê New York Timesê daye zanîn ku heta mafên kurdan neyên dayin dê ßer bidome. Kinzer, cudatiya helwesta kurdan û tirkan a li hemberî Öcalan jî bi van gotinan diyar kiriye: "Berevajî tirkan ku Öcalan wekî mêrkuj bi nav dikin, gelek mirovên li vir dema çêlî Öcalan dikin, dibêjin 'Serokê me'." [AW73B1] Yekemîn ßehîda zîndanê ya jin : Serpil Yýlmaz Hevalên wê yên têkoßînê Jiyana Hevala Serpil, hemû têkoßîna wê, ji bo welatekî û kesayetiyeke azad a jinan bû. Dil, giyan û ramyariya wê, bi doza welat û jina azad hatibû lêkirin. Serpil Yýlmaz (Dozdar) di sala 1972'yan de li navçeya Ardahanê bi ser Qersê ve ji dayik dibe. Bavê wê mamoste û rewßa wan a aborî normal bû. Ji bo ku li nav malbata wê, ßoreßgerî û welatparêzî hebû, Hevala Serpil nêzîkî ßoreßgeriyê bû. Zarokatiya wê li Serhedê dibihure. Beriya 12 Rezberê giregirên Partiyê, ku li Serhedê xebatê dikin, diçin mala Hevala Serpil û bi wan re têkiliyê datînin. Di nava van giregiran de Akif Yýlmaz jî heye. Hevala Serpil, cara pêßîn egîtî, fedekarî û peyana (pesn) Kurdistanê ji wî bihîstibû. Ew hevalên ku bi roj nedixuyan lê bi ßev çekdar bûn, ji bo wê payeyeke ku qet negihêje bû. Dema Cuntaya 12 Rezberê pêk hat, Hevala Serpil 8 salî bû. Wê, hîna wê demê bîra zordarî û çewsandinê biribû. Hevala Serpil heya lîseyê li Serhedê dixwîne, pißtre di sala 1990'î de beßa mamostetiyê ya Zanîngeha Marmarayê qezenc dike. Vê serdemê, ciwanên welatparêz bi berfirehî bi rêxistin dibin. Hevala Serpil, zû bi zû ligel ciwanên welatparêz têkiliyê girêdide û bi giyanî û dilsozî bersiva hemû peywirên wê demê dide. Hevala Serpil digel ßermezarkirina zext û komkujiyê, li welatê me tevî hemû çalakiyên ciwanan dibe û di rêzên pêßîn de cih digire. Dema çalakî an jî karek bihata kirin, bi derdora xwe dißêwirî. Her wiha dema pêkanîna hatibûya, qet ji ser a xwe nedihat xwarê. Hem plansazî dikir û hem jî pêk dianî. Pißtî demekê qada wê ya têkoßînê teng dibe, lewre têkiliya xwe û malbatê qut dike û di nava xebata eniyê de cih digire. Peyre demekê li Stenbolê dimîne, paßê derbasî Sakaryayê dibe. Li vê derê di demeke kin de bi girseyê re têkiliyeke xurt saz dike. Hevala Serpil xebata xwe bi ßêweyekî hûrbînî û zanebûn digerand. Dîsa jiyana wê, bi serûber û bi pergal bû. Ew, di nava gel de bi nefsbiçûkî û zanayane tevdigeriya. Rêzgiriya wê bo mezinan, bo zarokan jî hebû. Lewre li her dera diçûyê, mirovan jê re rêz digirt. Wê baß pê dizanî, dê çi û çawa ji girseyê bixwaze. Di vî warî de rasteqîniya gelê me berçav nedikir. Di mijara moralê de jî, bûyer û kiryarên herî biçûk jî dinirxandin. Her qada ku diçûyê morala geß û berz dikir. Mirov bi hestan bêhtir, bi zanebûn bi têkoßînê ve dihate girêdan. Bi her kesî re dida û distand. Li gorî zanîn û karîna wan peywir û xebat dispartin her kesî û riya wan ronî dikir. Di dawiya 1993'yan ligel sê hevalên xwe derbasî Eyaleta Dêrsimê bû. Gihîßtibû çeka ku ji zarokatiya xwe ve hesreta wê dikißand û qada ku bikaribe lê ßer bike. Bi ßêweyekî azadane çekê hembêz dike. Bi vî awayî jiyana wê ya gerîlatiyê dest pê dike. Peyre dibe fermandarê pelê (manga). Ji fêza ne di cih de, hestên paßverû, wekî kesayetî û armanca sivik nifrîn dikir. Lewre armanc mezin bû. Rizgarî û azadiya jinê, bi ked û têkoßîna wê mimkûn e. Her çend dijwarî û zehmetî wê demê hebin jî, bi vîna xwe ya bi hêz wan çareser dike. Bi gotinên wê " di jiyanê de tißtên xweßik didîtin û derdixistin holê." Hevala Serpil li çar aliyê Dêrsimê gav bi gav digere. Bi çavên serê xwe, têkoßîna gerîla ya li dijî hovîtî û dirindetiyeke bêpayan ditîbû. Ma Hevala Serpil kî nas nekiribû! Ji keça serkêß ya Dêrsimê Hevala Besê, Heval Zîlan ta Hevalê Celal Barak, Hevala Bermal û lehengên mîna wan. Hevala Serpil di Derbenda Êlî de (Ali Boðazý) tevî ßerekî 45 rojî dibe. Di ßerên mezin de çawa tevdigeriyan? Dorpêçî çawa diqetandin? Çawa kamerayên termal, tanq û bombeyên kîmyewî yên dijmin têk dibirin? Wê gelek tißt bi çavê serê xwe dîtibûn. Yek bi yek bûye ßahîdên êrîßên kobrayan. Hevala Serpil hemû xweßikahî û dijwariyên jiyana gerîla jiyabûn. Wekî rojên sar û seqemê, wekî rojên biharê... Pißtî vê têkoßîna bêwestan û rawestan, Hevala Serpil nexweß dikeve û bo tedawiyê tê Stenbolê. Ji bêgaviyê diçe ser doktorê dijmin û di vê navberê de tê binçavkirin. Dema binçavkirinê ew ji serê xwe darbeyên kujinde (öldürücü) dixwe. Lewre tenduristiya wê nebaß dibe û bi vî awayî wê diguhêzînin Girtîgeha Sakaryayê. Di binçav de li hemberî îßkenceyên xedar jî dijmin bi wê nikare. Lewma dijmin Hevala Serpil li girtîgehê bêderman û bêtedawî hißt, da ku bi vî ßêweyî bikuje. Lê Hevala Serpil heta roja ßehadetê jî dilgeß û kêfxweß bû. Ligel vê, wê morala hevalên xwe jî geß û gur dikir. Wê, di zîndanê de jî her tim zanîn û karîna xwe bi pêß dixist. Hevala Dozdar, di sala 1998'an 5'ê rêbendanê de gihißt refên pakrewanan. Ew, yekemîn ßehîda jin a zîndanê bû. Belê ew mîlitaneke têkûz bû. Taybetmendiyeke Hevala Serpil a berbiçav jî têgihißtina Serokatiyê bû. Wê digot: "Serokatî xezîneya min e. Ez bi wî dimeßim. Gava ku li min diqewime, ez li wî digerim û kêmasiyên xwe sererast dikim." Wekî din, ew, bengî û dilsozê axa Kurdistanê bû. Berî ku ßehîd bikeve, ji malbateke welatparêz mistek ax xwestibû. Ew ax negihîßt ber destê wê lê gihîßt axa Kurdistanê, evîna xwe. [AW73B2] "Komara Tirkan" ji "Komara Dînan" aciz bû! Di destpêka sedsala 21'ê de lîstika bi kurdî qedexe ye Li Tirkiyeyê, li aliyekî li ser navê hunerê festîval têne lidarxistin, li aliyê din di festîvalan de fîlm têne qedexekirin û ji bernameya festîvalê têne derxistin. Li aliyekî mîhrîcanên ßanoyê tên lidarxistin, li aliyê din pêßkêßkirina hinek ßanoyan tê berbendkirin. Sala par, pißtî morkirina salona ßanîdanê ya NÇM'ê, li hemberî xebatên wan ên din jî astengiyên dewletê zêde bûn. Ji sala par heta îro gelek caran bi ser NÇM'ê de hatiye girtin û xebatkarên wê hatine binçavkirin. Komên muzîk û dîlanê ku ji bo bernameyê diçûn derveyê welêt, hatine binçavkirin û dûre ew ji bo girtîgehê hatine ßandin. A niha jî pêßî di mihrîcanê de li hemberî kurtefîlmê bi navê "Ax" û dûre jî di turneyê de li hemberî Taetra Jiyana Nû, biryara qedexeyê hate bikaranîn. Fîlmê Ax ji bernameya mîhrîcanê derxistin 11'mîn Mîhrîcana (festîval) a Navneteweyî ya Fîlman a Enqereyê ku di navbera 26'ê avrêlê û 9'ê gulanê de pêk hat, kurtefîlmê NÇM'ê yê bi navê Ax, ji bernameya mihrîcanê hate vederkirin. Ji bo beßdarbûna mihrîcanê, Beßa Sînemayê ya NÇM'ê serî li rêveberiya Mihrîcanê da. Rêveberiya mihrîcanê, fîlmê Ax ji aliyê teknîk û estetîk ve baß dît, lê li gorî gotina wan, ji ber ku naveroka fîlm "xeternak (sakýncalý)" hate dîtin, bi dudilî nêzîkî fîlm bû. Dûre fîlm ji bo pêßbaziya mihrîcanê hate pejirandin, lê îcar ji bo nîßandayîna fîlm destûrname (tißtê ku ji tu fîlmî nehatibû xwestin, destûra Wezîrê Çandê yê Komara Tirkiyeyê) ji wan hate xwestin. Bi destpêkirina mihrîcanê re ji bo beßa sînemayêya NÇM'ê hate ragihandin ku fîlm ji bernameya mihrîcanê hatiye derxistin. Rêveberên Beßa Sînemayê ya NÇM'ê her çiqas dîsa serî li Lijneya Hilbijêr a Eslî da jî tu encam bi dest nexist û fîlmê Ax tevlî mihrîcanê nebû. ßanoya bi Zimanê Kurdî Qedexe ye Taetra Jiyana Nû wekî her sal îsal jî xwest bi lîstika xwe ya Komara Dînan/ßermola derkeve turneyê. Turneya wan wê di 15'ê pûßpera 1999'an de li Mêrsînê dest pê bikira û di 16'ê mehê de jî li Edeneyê lîstika xwe li pêßberî ßanohezên xwe de bilîsta. Ji bo vê yekê jî li ser navê Taetra Jiyana Nû Murat Batgi serî li Emniyet û Walîtiya Edeneyê û ya Mêrsînê da, lê wan destûr neda ku Taetra Jiyana Nû lîstika xwe bilîze. Walîtiya Mêrsînê nedana destûrê bi awayekî fermî ji bo wan ragihand lê walîtiya Edeneyê hewce nedît ku qedexekirina lîstikê ji bo wan radigihîne jî. Li ser van qedexekirinan Taetra Jiyana Nû daxuyaniyeke da çapemeniyê. Di daxiyaniyê de tê gotin ku: "Heman lîstik sala par (1998) jî, li van bajaran hatiye pêßkêßkirin û wê çaxê nehatiye qedexekirin." Daxuyanî wiha didome: "Di vê lîstikê de tu cudaxwazî nîn e. Ger tê de cudaxwazî heye fermo em xwe ji bo serdozgerê îxbar dikin û ger tißtekî wisa di lîstikê de nîn e, wê çaxê, em jî dibêjin; lîstik tenê ji bo ku bi zimanê kurdî ye, hatiye qedexekirin." Her wiha di daxuyaniyê de ev rewß tê ßermezarkirin û tê xwestin ku her kes li hemberî vê kirina antî-demoktarîk hißyar be. Taetra Jiyana Nû diwaze di rojên pêß de li Enqereyê lîstika xwe pêßkêß bike. [AW73B3] Arjen xêz dike Neße dixwîne Tißtonek Tißto tißto tißtonek Ber kevirê xißtonek (ßeytanok) Esmanê darînî Berfê dibarînî (Moxil) Lemê lem da, behrê kef da Mar hat, masî di dev da (Lemba) Ez li ser zinarekî Min kuta bizmarekî Deng çû heft û yek hezarekî (Brûsk) Tißtekî min heye Ser textik e, bin textik e Çilo dixwe, ne karik e (Kûsî) Dizîka daniye ser xêniye (Stêrk) Bi ro gewraß e Bi ßev xatûn e (sivînek) Sin sino, erdê kuno (mißk) ßerbikê min heye, dû av tê de ye Dikim nakim, ava wê li hev nakeve (hêk) Kumê hûtik, tije nûtik (hejîr) Serê mar e, ne mar e Diçêre ne kar e Çar pê ye, ne dewar e (fîl) Bela bela bel dike Pêßiya leßker vedike (bißkul) Berhevkar: Bêrîvan Ülgen Zimanê me kurdî ye Welat, ziman û dîrok Çand û huner û çîrok Zimanê me ßêrîn e Wêjeyî û zengîn e Bo lênûsk û pirtûkan Pênûs bidin zarokan Jin û mêr, mezin-biçûk Qîz û xort û keç û bûk Binivîsin bixwînin Pêßerojê bibînin Tîp û kîte û hevok Tißtonek û metelok Peyv û gotar û wêje Qise mamik û bêje Nîqaß, gotin, serborî Guftûgo û raborî Stran, helbest û destan Hemû nirxên Kurdistan Nêrîn û hest û raman Tu car nabin bêziman Hîn bibin van hemûyan Berhev kin ji çar aliyan Ziman her tißtê me ye Bihgeha nirxên me ye Gava ku hûn dicivin Bi kurdî biaxivin Ger dixwazin hûn hebin Azad û serbixwe bin Li ziman bibin xwedî Pir bixwînin bi kurdî. Demsalên salê ßev û roj û meh û sal Mezin dibim sal bi sal Temenê min pir ciwan Hê nebûme pîr û kal Demsalên salê çar in Hersê çar jî diyar in Didin me av û xwarin Adan in deßt û newal Bi xêr hatî biharê Xemilîn guliyên darê Sibê, nîvro êvarê Dixwînin teyr û sewal Havîn e, dema kar e Ceh û genim li dar e Derdor toz û xubar e Tu kesek nîn e li mal Payiz bi xêr û bêr e Kewara zîv û zêr e Hezar spas ji wê re Nehißtin derd û mital Sar û seqem zivistan Berf nizane rawestan Tev bilîzin bêwestan Spî bûn kaß û kendal 12 meh Meha yekem rêbendan Bi xebat û berxwedan Reßemî ye ya li dû Temen kin bû, hat û çû Meha sêyem adarê Da mizgîna biharê Avrêl derdor xemiland Deßt û çiya ediland Navê meha din gulan Bû evîna bilbilan Pûßper meha ßeßemîn Dar û ber tev kemilîn Germ û tîna tîrmehê Aram bikin vê mehê Gelawêj bo me jîn e Ew "Gula Yekemîn" e Meha nehan rezber e Pelê daran mezer e Kewçêr, meha berhemdar Mißt bûne den û kewar Sermawez ne pir sar e Baran, bêdeng dibare Berfanbar hat, mehiya Sala me li vir qediya Navên rojan Yekßem, dußem Sêßem li cem Çarßem xebat Pêncßem lebat În westiya ßemî nehat Bo hemûyan ßemî civat Adar Jiyan [AW73B4] Jiyana Rewßen derket Hejmara Jiyana Rewßen a avarêlê mehekê bi derengî derket pêßberî xwendevanên xwe. Di vê hejmarê de jî wekî hejmarên berê nivîskar bi nivîsên cur bi cur beßdarî kovarê bûne. Di vê hejmarê de jî Feqî Husên li ser ßexsîyetên kurd bi awayekî portreyî nivîsiye. Feqî Husên di nivîsa xwe ya bi sernavê "Baba Tahîr" de jiyan, berhem, fikr û ramana Baba Tahirê Hemedanî raxistiye ber çavan. Her wiha Husên ji helbestên Baba Tahîr çend mînakan pêßkêßî xwendevanan dike. Nivîseke din ku balê dikißîne ser xwe, gotara bi sernavê "Roman: Sembola Netewetiyê ye" ye. Gotar ji alîyê Ahmed Pelda ve hatiye nivîsandin. Pelda di nivîsa xwe de xwestiye rewßa romana kurdî raxe ber çavan. Lê di nivîsê de ev yek tê xuyakirin ku Pelda, hem ji pêvajoya peydabûna romana kurdî, hem jî li ser pêßketina di salên dawîn de ne têr agahdar e û li ser romanê, bi taybetî jî li ser romana kurdî ne xwediyê zanîneke xurt e. Her wiha di gotarê de zimanê herêmkî hatiye bikaranîn, ev jî li zimanê gotarê nagunce. Di vê hejmarê de li ser çîroka bi sernavê "ßerê Navxweyî" yê Liam O'flaherty ku ji aliyê A.Rahman Çelîk ve hatiye wegerandin, mirov dikare çend tißtan bibêje. Çîrok li ser ßerê Komarperwerên îrlandî û Britanyayê hatiye nivîsîn. Çîrok hem ji aliyê tevnê, hem jî ji aliyê wergerê ve biserketî ye. Di hejmarê de çewtiyên rastnivîsî gelekî diyar in û dikin ku xwendevan li nivîsê bisekinin. Ji bilî van nivîsan çend nivîsên ku di hejmarê de cih digirin ev in: Huner û Gel (Medenî Ferho), Jana Zirav (Behçet Deniz), Vegera Spartakûs (Talîp Kalîn), Mirina Evîndaran (helbest -Charles Baudelaýre), Gornebaßê (helbest-Emîn Bozan), Di ßkeftên esmên de birûskên dîlgirtî (helbest-Rênas Jiyan) Vateya demsala biharê derket Kovara kulturî ya bi zaravayê kirmanckî Vate, bi hejmara xwe ya 7'an derket. Di vê hejmara kovara demsalî de, nivîs bi giranî der barê zimên de ne. Digel nivîsên li ser zaravayê kirmanckî, li ser zaravayê kurdên Rojhilat hewramkî (gorankî) jî nivîsek dûvedirêj hatiye weßandin. Ev nivîs ji hêla Malmisanij ve hatiye nivîsandin û ji gelek aliyan ve zaravayê navborî bi me dide nasîn. Her wiha têkiliya gorankî û kirmanckî jî bi mînakên cur bi cur li ber çavan hatiye raxistin. Tê dîtin ku berevajî îdiaya hinek zimanzanan, hatiye gotin ku her du zarava dûrî hev in û zaravayê kirmanckî zaravayekî bakurê Kurdistanê ye. Nivîsa duyemîn a li ser zimên dîsa ji hêla Malmisanij ve hatiye amadekirin. Ev nivîsa bi navê "Derheqê dimilkiya Aksaray de" ji kovara Bîrnebûn hejmara 7'an hatiye wergirtin û ji tirkî hatiye wergerandin. Nivîskarê nivîsê Memê Hilkecikî ye. Nivîseke din a lêkolînî jî li ser dîrokê ye. Ev nivîs jî ji kovara War hatiye wergirtin û ji zaravayê kurmancî hatiye wergerandin. Nivîs, li ser bûyera Seîd Elçî û Dr. ßivan e. Nivîskarê nivîsê ßakîr Epözdemir e. Ji bilî van nivîsên li ser zimên, çend helbest û çîrokan jî di vê hejmara kovarê de cih girtiye. Ji van, çîroka Munzur Çem a bi navê "Hewnê Newrozê" balkêß e. Di çîrokê de pîrozbahiya cejna Newrozê ya pißtî rizgariyê hatiye vegotin. [AW73B5] Ka û ceh hespime Kalê Kerîmê diçe Kaxizmana Qersê, leßkeriya tirkan. Wî çaxî jî leßker diçûn gundan û ji gundiyan bac berhev dikirin. Kalê Kerîmê jî diçe, li jêra gundekî, zarok jî ji xwe re li wir dilîzin. Kalo jî bi tirkî nizane. Di ser de jî dibêje 'jixwe ku ez bi kurdî biaxivim, zarok ji min re rêzê nagirin. Kurdî û tirkî tevlîhev dike û wiha dibêje: - Ulan kuro, mala muxtar li ku ye, nerde!? Zarok hinekî difikirin, fêm dikin ku li mala muxtêr dipirse. Wî dibin mala muxtêr. Kalo diçe mala muxtêr ku li hewßê du jin, li ber tenûrê ne, nanê tenûrê çêdikin. Kaloyê siwarî dibîne ku muxtar ne li mal e, destê xwe bilind dike û dibêje: - Ka û ceh hespime! Jin lê dinêrin dibêjin: "Ev kurmanc e feqet xwe lê nake xwedî." Jina malî diçe, cuherê hespê tijî ka û ceh dike û dixe serê hespê. Îcar dora kalo ye. Kalo dibêje: "Nanê ßkeva yê genim û hêkine qelandine!" Jin radibe jê re nanê ßkeva û hêka qelandî çêdike û tîne, kalo têr dixwe. Muxtar jî di wê navberê de tê. Muxtar wekî bilbil bi tirkî diaxive lê kalo nizane bersivê bide. Kalo radibe ser xwe û dibêje: Tirkiya me û welatê we naßibe hev, ez çûm bi xatirê te. Çepgirî û rastgirî Di salên 1970'yî de leßker li gundan li çepgiran digeriyan. Rojek ji van rojan, dîsa gava ku leßker di gundekî de digerin, di rê de pêrgî (rastî) ßivanekî tên. Serbaz ji ßivan dipirse: - Tu dizanî çepgirî û rastgirî çi ye? ßivan dibêje: "Na." Pißtî ew diçin, ßivan ji xwe re dibêje: - Lawo, kurê keran, ma çawa ez nizanim; hûn rastgir in, ez çepgir im. Ê ma Yoxirt qeymeqam, ne.... Beg Ali sîtilek mast ji mala qeymeqam re dibe. Qeymeqam ji bo sipasiyê jê re telefonê vedike û dibêje: - Beg Ali, ne hewce bû ku te xwe aciz bikira..! Beg Ali bersivê dide: "Ê ma yoxurttir qeymeqam, ne poximdir, aciz olayim!" Nizanim zarokê we ye, yan ê me ye Li qeraxa gund serbaz ji gundiyekî dipirse: - Li vê derê terorîst hene? Gundî ßivanê li hember, ßanî wî dide û dibêje: - Qomutanim, weleh yek xuya dike lê nizanim zarokê we ye, yan ê me ye! Peykerê Atatürk ê reß Li Hezexê xortekî esmer hebû. Ji ber esmerbûna wî gelê herêmê carinan henekên xwe pê dikirin. Ew jî yekî wisa virek bû, virên wî li Hezexê navdar bûn. Rojekê yek jê dipirse: - Keko tu çima ew qasî reß î? - Tu dizanî ez çima ew qasî reß im? - Na. Ma ez bizanibim çima dipirsim? - Binêr ez ji te re bibêjim, ez çima ew qas reß im: Dema ez zarok bûm, ez çûm hewßa dibistanekê. Li wê derê peykerekî Atatürk ê reß hebû. Atatürk destê xwe da ser rûyê min, bir û anî û got: "Hißßß, hißß" û ji wê rojê û vir ve ez wisa reß bûme. [AW73C1] Rehên jiyana gel: Çand - Huner - Wêje Ji bo ku jiyana xwe bidomînin, hemû giyanewer ji xwezayê sûdê werdigirin. Bo ku gel û netewe hebûna xwe bidomînin, divê ji alavên hilberînê sûdê wergirin û di warê aborî û teknolojiyê de pêßketî bin. Heke na, dê ew gel di nava çanda çend gelên serdest de bimehe û winda bibe. Îro, cîhana serdest dixwaze li ser navê globalîzmê çandeke împeryalîst bi gelên cîhanê bide pejirandin. Bi rastî navê vê yekê "împeryalîzma çandî" ye. Li dijî vê xetereyê, divê çi bê kirin an dê gel bikaribin xwe bi çi awayî biparêzin? Pêßî divê bê zanîn ku, çand, huner û wêje li ser xaka welatekî azad û serbixwe tê parastin. Welat, asêgeha çanda gel û hîmê huner û wêjeyeke neteweyî ye. Welat bi nirxên neteweyî tê naskirin. Netewe, ji pêkerên (unsur) çandî, hunerî, wêjeyî û hwd. pêk tê. Çand û huner û wêjeya gelê bindest qels û lawaz e, heta mirov dikare bibêje winda ye. Gelê ku welatê wî di bin lingên dagirkeran de bieciqe, mirov nikare behsa çand û huner û wêjeya wî bike. Êdî bi parvekirina welatê wî re çand û hunera wî jî ji aliyê dagirkeran ve hatiye lewitandin an jî tarûmar bûye. Gelê kurd jî yek ji wan gelan e ku bi hezaran sal in çand, huner û wêjeya wî, tevî welatê wî ji aliye hêzên êrîßkar û mêtinger ve talan bûye û hê jî dibe. Îcar ev gelê hanê dê çiqasî hay ji çand û wêjeya xwe ya resen hebe ku bikaribe lê xwedî derkeve? Gelê ku li ser xaka xwe wekî penaber û biyaniyan bê dîtin û çanda wî bi zagonên zengarî hatibe qedexekirin, dê çawa bikaribe xwe bi cîhana hemdem bide naskirin? Diziyên çandî û hunerî! Dergûßa ßaristaniyê û navend û çavkaniya çanda gelan Mezopotamya ye. Gelê kurd jî yek wan gelê Rojhilata Navîn ê herî qedîm û xwediyê çandeke kevnare ye. Gava ku Mezopotamya an Mezrabotan tê gotin, çand û bi taybetî jî çanda gelê kurd di hißê mirov de derbas dibe. Ew xaka adan, ku di navbera çemên Dîjle û Ferat de cih digire, bi xwîn û xwêdana bav û bapîrên kurdan hatiye stirandin û bi çand û hunera wan hatiye neqißandin. Jixwe sedema dagirkirin û parvekirina Kurdistanê, adanî û dewlemendiya wê ye. Heke Kurdistan, ne navenda çand û ßaristaniyê bûya, ewqas sal nedibû navenda ßer û hedefa êrîßên hovane. Heke gelê kurd ne gelekî qedîm bûya, dê ji mêj ve ji holê hatiba rakirin û îro navê kurd û Kurdistanê jî li holê nedima. Belê ji ber ku hêzên Kurdistanê dagirkirine her dem pißtî kurdan hatine li ser xaka wan bi cih bûne. Navê çol û çiyan, gund û bajaran giß bi kurdî hatine danîn. Çanda ku bi destê kurdan hatiye afirandin zû bi zû winda nebûye, hatiye guhartin û mehandin. Çewisandinên li ser gelê kurd û çanda wî têra bißaftinê nekiriye. Ji ber ku gelê nißtecih yê heremê gelê kurd e. Hêzên dagirker nikaribû çanda kurdan ji holê rakin, berevajiyê vê ew di bin bandora çanda kurdan de mane. Tew îro hemû hêzên dagirker çanda kurdan wekî çanda xwe nîßan didin û dibêjin "Em xwediyê çandeke dewlemend in." Heta îro tu nirxên me nemane ku ji aliyê hêzên dagirker ve nehatibin lewitandin. Çand û huner û wêjeya kurd wekî ya tirk bi nav dibe; stran, çîrok û metelokên me bi zimanê tirkî têne gotin. Govend, dîlan û folklora kurdî wekî ya tirk tê nîßandayin û hemû nirxên me yên neteweyî wekî wêjeya tirk tê hesibandin. Bi rastî navê vê yekê dizî, talan û korsanî ye. Her çandek, xislet û taybetmendiyên wê yê xweser û resen hene. Wekî mînak, her stranekê zimanê wê yê resen heye. Gava ev stran ne bi wî zimanî, bi zimanekî din bê gotin ji resentiya xwe dûr dikeve û mirov pê natamije. Çawa ku her mirov helbesta xwe bi zimanê xwe dirêse û gotinên wê nayên guhartin, stran jî wisa li zimanê biyan tenê têne wergerandin. Lê mixabin kesên ku hay û bayê wan ji çand û hunera kurdî nîn be, dibêjin qey ew stranên ku ji nava dilê Kurdistanê derbûne bi dengê Ýzzet Altinmeße, Mahsun Kýrmýzýgül, Ýbrahim Tatlýses û hwd.têne lewitandin, wekî stran û helbestên tirkî ne û dibêjin ev dengbêjên Rojhilat û Baßûrê Rojhilat (Doðu ve Güneydoðu) rûspîtiya muzîka gel a tirk (Türk Halk Müziði) in. Nabêjin ku ev rûreßî û bextreßiya gelê kurd û tirk hemû di kesayetiya wan kesan de civiyaye û çanda her du gelan ji têne lewitandin. Mirovê ku bixwaze huner û hunermendê kurd binase bila ne li Ýzzet Altinmeße yê ku "Bu daðlar duman oli" dibêje; bila li kaseta Mihemed Arif û Hesen Cizrawî "Ez kevok im lê lê..." guhdar bike, da ku bizanibe çand û hunera wî ya resen çawa hêja û bedew e. Bila dîsa zanibe ku bi hezaran stran, helbest, gotin, biwêj, metelok, çîrok, pêkenok, lîstik, govend û folklora kurdî wekî çanda tirkî bi gelên heremê û heta û heta bi teva cîhanê dane pejirandin. Belê divê her mirovê kurd hay ji vê yekê hebe ku çand û huner û wêjeya wî tenê dikare bi destê wî bê parastin. Mirovê ku li çand, huner û wêjeya xwe xwedî dernekeve, dê ew çandeke melez an jî çandeke pißaftî bipejirîne û di xizmeta wê de bixebite. Îro gelek hunermend û dengbêjên kurd di xizmeta gelê xwe de ne û bi fedekarî peywira xwe bi cih tînin. Divê gelê kurd, êdî terka wan kesên ku ziman û zaravayên kurdî bi tirkiyeke nîvco dilewitînin bike û nema li wan wawîkan guhdariyê bike. Em ne li dijî tu ziman û zaravayanin lê ew tißtên têne gotin ne bi tirkî û ne jî bi kurdî ne. Zimanekî çewtomewto û lewitî ye. Tu fêdeya ku li gelan bibe, tê de nîn e. Wekî jiyana me çanda me jî di xetereyê de ye Li aliyê din îro bi dehan weßanên me derdikevin, çi li hundir çi li derveyî welêt, rojname û kovarên me têne weßandin. Di van weßanan de navê gelek helbestvan, dîrokzan, civaknas, hunermend, wêjevan û rewßenbîrên kurd ên hêja derbas dibe. Berhemên wan li çarmedorên cîhanê belav bûne lê mixabin, haya gelek mirovên kurd ji wan nîn e û dibe ku navê wan jî nebîhistibin. Mirovê ku haya wî/ê ji Ehmedî Xanî, Feqîyê Teyran, Melayê Cizîrî, Baba Tahirê Uryan, Osman Sebrî, Cegerxwîn û hwd. tunebe, dikare der barê wêjeya kurdî de biaxive? Mirovê hayê wî/ê ji çand û hunera wî/ê tunebe dikare li nîrxên xwe yên neteweyî xwedî derkeve û xwe bextewar bihesibîne? Mirovê ku ji çand, huner û wêjeya xwe sûd wernegirtibe dikare hestên xwe, fikr û ramanên xwe bîne ser zimên? Heke bikaribe jî dê çiqasî, bi çi awayî, ji bo kê û ji kê re bîne zimên? Mirov çiqas zana dibe bila bibe, gava ku bi zimanê xwe neaxive, di xizmeta kesên li dijî xwe de ye û karê wan hêsantir dike. Mirov çiqas pispor dibe bila bibe, gava ku ne di xizmeta çand û hunera gelê xwe de be, nikare rola xwe pêk bîne û di nava gelê xwe de bi serbilindî bijî. Çand, hîmeke netewebûnê ye. Ziman, wêje û huner ßaxên çandê ne û çand bi van hêmanan têkûz dibe. Her yek ji wan wekî rehê jiyana çandê bi kar tê. Li kîjan deverê çand hebe li wir teqez huner û wêje jî heye. Çand her dem bi hunerê dest pê dike û bi wêjeyê didome. Pêßveçûna çandê bi hunerê, ya hunerê bi wêje ve girêdayî ye. Wêje wekî din jî dibe peywira parastin û bipêßxistina ziman û zaravayan. Bi kinayî, çand û huner û wêjeya me bi qasî dîroka me kevnar e, lê bi qasî jiyana me jî di xeterê de ye. Heke em li hemberî bayê globalîzmê xwe neparêzin, dibe ku zarok û neviyên me berî ku bibin kurd, pêßî bibin tirk û paßê jî bibine îngîlîz. Riya pißaftina gelan, îro di împeryalîzma çandî re; riya parastina jî di welatekî azad û serbixwe re derbas dibe. [AW73C2] Nirxandina Romana Kurdî : Bîra Qederê Mijara Bîra Qederê, jiyana entelektuelî û têkoßîna Mîr Celadet Bedirxan e. Ji bêplaniya nivîskar, di 260 rûpelên romanê de zîrekî, hunermendî û entelektueliya Celadet Bedirxan û her wiha Mala Bedirxan baß nehatiye zelalkirin. Bi awayekî amatorî, bi mijarên qels û bi gotinên ne di cih de dawî li romanê tê. Di romanê de teknîkeke balkêß, ku xwendevan bixe heyecan, lêgerîn û xwendinê nehatiye bikaranîn. Nivîskar Mehmet Uzun, bi îdiayeke entelektuelî dest bi jiyana malbata entelektuelên kurd kiriye, lê radeya zanîn û zimên basîd û nizm e. Her wiha metodên nivîsîn û gotinê jî gelek basît in. Wekî gundiyekî nezan, bi devkî behsa kesekî/e an jî bûyerekê bike. Nivîskar, xwestiye bi kanîna bêje û hevokên ewrûpî, reng û dengê entelektueliyê bide xwe û Celadet an jî romana xwe. Wekî ku kurd dibêjin "navê giran e, gundê wêran e." Di destpêka romanê de, carek an du caran derbas dibe ku, di mala Bedirxanan a Stenbolê de mamosteyên fransî û îtalî hebûne, lê ne wekî dersdar wekî xizmetkar li zarokên wan nihêrîne. Celadet û Kamûran li wir dest bi dibistana seretayî kiriye. Pißtre Celadet li Stenbolê di rojnameyekê de dest bi kar dike. Heta rûpela 119'an ku her du bira çûne bajarê Munîhê û li wir dest bi zanîngehê kirine. Di vê beßê de baßebaß behsa Zanîngeha Munîhê jî nayê kirin, lê behsa restoranta zanîngehê, belengazî û xizaniya wan a li malê hatiye kirin. Li wir Kamûran doktoraya xwe temam dike, lê Celadet, wekî bi tenê here kursa zimanê almanî. Li mala xwe wergera teks û helbestê fransî dike û li muzîka almanî û fransî guhdariyê dike. Gelo li welêt çi xwendin, zanabûn û zîrekbûna wan çi bû? Kîjan dibistan qedandin, bi çend zimanan dizanibûn? Bersiva van pirsan tune ye. Lê ew li Almanyayê Nietzscehe dixwîne û di bin bandora dîtin û felsefeya wî de dimîne. Nivîskar, ji destpêkê heta dawiyê, behsa xizanî û belengaziya Celadet û Kamûran dike. Lê, ew ji bîr dike ku ew cil û bergên herî biha û bi qelîte li wan dike. Her du birayan di otelên herî luks de bi cih dike û di restorant û meyxaneyên herî asortîk û luks de dide xwarin û vexwarin. Celadet, xwedî çend dost û yaran e. Ew, tu caran li ser sendelye û palgehên (koltuk) qedîfe û textîn rûnanin, lê li ser yên çermîn rûdinin. Ne li muzîka kurdî, li ya ewrûpî, li Beethoven û Mozart guhdariyê dikin. Hema hema di her beßa romanê de, çend bêje an jî hevok bi îngilîzî, almanî an jî bi îtalî hatine rêzkirin. Wiha xuya ye ku, nivîskar xwestiye di ßexsê Celadet de, ji xwendevanan re sînyala pirzimanzanî û entelektueliya xwe bide ßandin. Roman, bi gotina almanî ya "mehr licht " dest pê dike û dîsa bi wê diqede. Deftera Cananê Dîmen û bûyerên seyr û ne rast di romana Bîra Qederê de derbas dibin. Canan, yara yekemîn a Celadet Bedirxan e. Dema hîn Celadet li Stenbolê ye, Canan wekî yadîgar, deftereke biçûk a bêrîkê dide wî. Celadet dema li Stenbolê ye, dest pê dike û li wê defterê gelek tißtan dinivîse. Ew, pißtre tê Almanyayê, çar salan jî li wir dimîne. Her ku Cananê bi bîr tîne, deftera wê derdixe û lê dinivîse. Pißtre diçe Misirê, Beyrûdê, ßamê, Behdînanê li wir jî defterê bi kar tîne. Belê, 20 sal derbas dibin hîn jî li defterê dinivîse. Baß e ku, rojekê defterê winda dike, an dê heta roja ku biketeya bîrê û biçûya ser heqiya xwe jî lê binivîsanda. Tevliheviya bûyeran Di rûpela 155'an de Celadet, Ekrem Cemîlpaßa, Qadrî Cemîlpaßa û hevalên xwe, li Hesîçê ji bo plana êrîßa li ser Tirkiyeyê, bi ßev û roj dixebitin. Hîn babet naqede, di rûpela 158'an de dinivîse ku kurd xayin derketin, bi dewletê re yekbûn, hinek ji wan endam û berpirsiyarên rêxistina Xoybûnê, ji bo parastin û vejandina mîrîtiyên bav û kalên xwe bûbûn serokê rêxistinên kurd. Ew plan û programa Xoybûnê didine waliyê Mêrdînê. Ji aliyê din ve 300 lîrayên Xoybûnê di klûbên Lubnanê de dixwin. Li vir, dijberî û tevliheviyeke mezin heye. Nivîskar, bi devê Bedirxaniyan, sûc dike stûyê hinekên ku kurên mîr û paßa ne û bi Dewleta Tirk re dixebitin. Lê belê ku kurên paßan ew bi xwe ne. Li gorî hinek kes û dokumentên dîrokî, hinekan ji wan bi xwe pereyên Xoybûnê xwarine. Ji ber ku berpirsiyarê karûbarê aborî ew bi xwe bûn. Nivîskar, bi zanabûn an jî bi nezanî vê rastiya dîrokî serobin dike. Ziman, rastnivîsîn û bi karanîna bêjeyan Zimanê nîvîskar gelekî jar û seqet e. Ew, ne hakîmê zimanê kurdî yê edebî ye. Zimanê wî, zimanekî req û ziwa ye. Ji aliyê dewlemendî û rengîniya bêjeyan ve, ziman gelekî teng û bi sînor e. Ev ne zimanê romanê ye, zimanê belavokê ye. Heger mirov bi teknîka nûjen bixwaze lê bikole, ku ka nivîskar çend gotin di romanê de bi kar anîne, ez bawer dikim, ku dê hejmara gotinên wî ji sê- çar hezarî derbas nakin. Gotin ne dubare sedbare bûne. Rengdêrên ku ji bo teswîrê hatine bikaranîn, gelo çend in? Hema hema di her rûpelê de, ev gotin hatine dubarekirin: Çoß, boß, bihîstiyar, lûlû, yaqûd, stûr, yekta, bêpayan, perekende, spehî, rind, mist, difûre, dixuyîn, pê...Di romanên nivîskar ên "Tu" û "Siya Evînê" de jî, bi heman bêje û hevokan teswîr hene. Çend bêje û hevokên ßaß ...Li ser ßîva êvarê (rp. 40). ßîv ji xwe navê xwarina êvarê ye. Êvar li vir zêde ye û ßaß e. / Ji mêj ve bû ku zimanê hesûd û zikreß li Stenbolê belav dikirin ku sultan dê malbata Bedîrxanan surgun bike. (rp. 43) / Fesan mîna helaliyên sor, hemû salonan tije kirine. (rû 44) / Dolbebexçe, salona herî xweß û mezina hemû Avrûpayê bû. Wekî zanîn û agahdarî ev ne rast e. Ji aliyê dîrok, huner, spehî û meziniyê ve, ne yek bi hezaran salon û xanî li Ewrûpayê hene. / Kevirên lûlû û yaqûd ku bi textên zêrîn hûnadine, rengên têkel ên spehî didin têxt.( rû 44 ) / Piraniya ßêniyên ku hatine xort û xwendevan in. Yanî dixwaze bêje, ku piraniya ew kesên ku hatibûn ciwan û xwendekar in. ßênî nifus e û xwendevan jî telebe ye. / Porê wê mist da. (rp. 50 ) Ji pêncî carî bêhtir gotina "mist " di ßûna gotina "mizdanê "de, bi çewtî hatiye bikaranîn. / Alî ßamil Paßa li zîndanên Trablûsgarbê wefat kiriye.(rp. 55 ) Gelo mirov dikare di heman demê de, di çend zîndanan de bimire? / Kevirên pêpelûkên nerdewanan bi kirêca spî hatin qaîm kirin. (rp. 57) Ma pêpelîk û nerdîwan ne heman tißt in ? /Dîsan jî difinên poz jê baß dixuyîn. (rp. 62 ) Hal bû ku difin,poz,bêfil,kepû û lût hevwate ne,ya bi tirkî eßanlamlý ne. / Xortekî ji xwe bawer, emîn, razî, têgehißtî, jîr, bikêr, xurt, lê di eynî wextê de saf, bi heyecan, ziravbihîstiyar. (rp. 64 ) Ez bawer nakim, ku kes rastî teswîrekê wiha seyr hatiye û bê. Ka de vê hevokê wergerînin zimanekî din, dê wê demê çi derkeve holê? / Porê reß ê henekirî. (rp. 64 ) Gelo heneya reß jî heye? / Çend zapit li pê ne, paßiya wan li Celadet e.( rp. 85).Qedrî û Ekrem began digotin ku. (rp. 145) / Bi çavên germ li hevdu dinihêrin û difikirin. (rp. 119) / Çavên wê mîna zeryayeke stûr e. Zerya yanî derya,behr. / Mêkew û mariyên xwe bifiranda û li wan binêriya.(rp. 202) "Mêkew" û "marî" eynî tißt in. / Celadet destê xwe bi ku de davêje, bi tenê valahî tê destê wî. (rp. 145 ) / Ez bi gul, kulîlk û çîçekên hewßê daketibûm. (rp. 210) / Zimanê kurdan hatibû jêkirin, kilît li zimanê wan xistibû. (rp. 211) Yê ku nizanibe dê bêje qey pêßî zimanê Kurdan jêkirine û pißtre qulkirine û kilît lê xistine? / Em bîreke yekta bikolin, aveke boß derxînin û emê pembûyeke baß rakin.(rp. 239) / Gava ßivan keriyên pêz ji çêrê dianî, teyrê eylo û bazan jî, mîna mûyekî xwe ji tehtan berdidan jêr. (rp. 228) / Pere nîn bû, îmkan nîn bû xwarin û nîn bû...pere nîn bû, îmkan nîn bû, xwarin û nîn bû, zor zilum, tirs û xof bêpayan pir bûn. (rp. 229) / Ev bêje û hevokên ßaß ên ku min yek bi yek li jor rêz kirine, ne ßaßiyên daktîlo û yên çapê ne, yên rastnivîsîn û rêzimanî, nezanabûn û nenaskirina bêjeyan e, ku mirov wan li ku û çawa bi kar tîne. [AW73C3] Di ßoreßê de rista ciwanan Mirov beyî hestiyê pißtê, li ser piyên xwe nikare bisekine. Civak jî beyî ciwanan nikare jiyana xwe wekî katjimêrekê bi rê û rêbazeke hemdemî bide meßandin. Lewre ciwan hêzeke zîrek û jêderka neketina enerjiyan bi xwe ye. Ciwan ew e ku mêjî, raman, dilîn, fîzîk, lebat û jiyana wî/wê ji hemû aliyî ve nû tê kemilandin. Bi temamî tevlî jiyana kevin nebûye. Wekî rûpelekî ku hîn tam nehatiye dagirtin. Ji bo tijîkirina rûpel, êdî pêwîst e wekî mamostekî û pisporekî mezin, ramana hemdemî ji wê pênûsê biherikîne ser rûpel. Yanî ew ciwan, çawa bikaribe mêjiyê xwe, bi bîrdoziyeke sosyalîst, siyaseteke hemdem, çandeke nûjen, exlaq û terbiyeyeke ßoreßgerî, mîna darekê, di kesayetiya xwe de bikaribe bide çandin. Di vir de ßoreßa kurdan, ji bo ciwanan mizgîna herî mezin e. Ji ber ku kesayetiya wan bi rihê ßoreßgeriyê ve dimeyîne. Hemû gewßînên wan, bi bîrdoza zanistî dide kemilandin. Lewre ramanên Serok bi taybetî bo ciwanan, havên e. Havên jî enerjî, hêz, dilîn, raman, ßêwaz û gewßînên wî/wê bi hev re dide kelijandin. Gava hêza mirov di xalekê de civiya û di bin serweriya mêjî de tevbigere; fêr û hunerekî herî pêßketî diafirîne. ßoreß ji bo ciwanan risteke wiha mezin dilîze. Wan bi ciwaniyê dide nasîn. Ciwantî bes ne tenê bi fizîkî û temen e. Bêhtir ciwantî di mêjî, raman, dilîn û moral de ye. Tim jîr, çeleng, bi heyecan û bi zewqeke mezin ber bi jiyana azad ve dimeße. Di vir de, mirov dikare, di serî de kesayetiya Serok û gelek lehengên ku niha ßehîd bûne ango dijîn wekî mînak bi de nîßan. Wan ciwantiya xwe xistiye bin barê neteweyî û sosyalîzmê. Karê ßoreßê, partîbûyîn, rêxistinî, ßer û çalakiyên navneteweyî mîna ku tasek av vexwe wisa bi hêsanî, xebatê bi serkeftineke mezin dide meßandin. Ji ber ku enerjiya ciwantiyê di xizmeta mirovahiyê û jiyaneke serbixwe de dixebite. Ji her ciwanekî kurd jî tê xwestin ku ciwantiya xwe têxe xizmeta ßoreßê. Yanê ew rûpelên ku tam nehatine dagirtin; bi dilînên neteweyî û ramanên ßoreßgerî bide dagirtin. Gava ciwan xwe bi hemû aliyî ve bi berjewendiyên welat ve girêdin; li ku dibe bila bibe, ewqas ne girîng e. Tißtê girîng û pêwîst ew e ku ew ciwanên wekî çirûska êgir, hewßa ßoreßê fireh bike. Bi baweriyeke xurt bimeße, bi vîneke tûj li ber xwe bide, bi biryareke ji pola timî amade be, bi eßq peywira xwe pêk bîne û bi çoßeke mezin herdem kesayetiya xwe û hawîrdora xwe perwerde bike. Bi kurtayî, ciwan divê enerjiya xwe bo tißtên bêkêr bikar neyînin. Timî wekî bombeya atomê amade be û gava pêdivî pê çêbû, divê pîma xwe li dijî neyaran bikißîne. Yanî her ciwanekî kurd li kîjan qadê be, divê li wir rista ciwantiyê bilîze. Çi ji aliyê xwendinê, çi ji aliyê çandê ve, çi ji aliyê rêxistinî ve û çi jî ji aliyê ßer ve dibe; divê enerjî û ßûrê xwe bi awayekî xurt ji bo azadiya gel û civakê bide xebitandin. Heta, divê ciwan spora xwe jî têxe xizmeta ßoreßê. Lewra dijmin û dewletên împeryalîst bi riya sporê hemû ciwanan dixapîne û bi pergala xwe dike yek. Yanî ev hêzên paßverû, tevayê quwet û enerjiya ciwanan didizin. Divê ciwan bi zanebûneke kûr û fireh xwe bigihînin asteke ku bikaribin bersiva demê bidin. Ev jî bi armancên mezin tên çêkirin. Pewîst e ciwanên kurd li dewsa berjewendiyên ßexsî û biçûk, berjewendiyên gelemperî ji xwe re bikin bingeh. Çawa ku hevalê Mazlum ciwaniya xwe kir bin karê partîbûyînê. Egîd ciwantiya xwe hemû kir bin barê azadiyê. Ji tevayê ciwanan tê xwestin ku mîna wan lehengan hêz û enerjiya xwe di cihokên ßoreßê de bidin herikandin. [AW73C4] Di kurmancî de perçînkirin Di zimanê kurdî de bi van awayan gotin tê perçînkirin (pekißtirme) û tê kirpandin: 1) Bi alîkariya hin peyvan. Pêwîst e mirov der barê van peyvan de çend tißtan bibêje: a) Piraniya wan bêwate ne an jî berê watedar bûne, niha wateya wan nayê zanîn. b) Wan rista rengdêran hilgirtiye. c) Dema ew tên pêß an jî paßiya navdêrê peyveke xwerû pêk tê. Pirî caran wek biwêj jî tên bikaranîn. Tarî zimak: reß tarî (zifiri karanlýk) Mînak: *Derve tarî zimak e, çav çavan nabîne *Dinya tarî zimak e, tevnegere! (Li vir wekî biwêj hatiye bikaranîn.) Xap xalî: vit û vala (bomboß, ýssýz) Mînak: *Riya wî bi çiyayê Sîpanê ket, her der xap xalî bû. Êdî bi xezalan re heval bû. Tût û rût: ßilf û tazî (çýrýlçýplak) Mînak: ji karê nebaß tût û rût ma. Tûk û tenê : tik û tenê (yapayanlýz) Mînak: Li darê dinyayê tûk û tenê ye. Sik û sar: ava pir sar (buz gibi soðuk) Mînak: bi ava sik û sar pot ßûßtin. Ham û tam: bi tirkî tas tamam Mînak: bovlat di stûyê xwe de anî halbûkî ham û tam bû Hesl û fesil: ta baß tênegihêje hesl û fesla wê neke qey tê! 2) Heman peyv tê dubarekirin û tê parçekirin *Spî spî mîna berfê *Reß reß mîna qîrê *Zer zer mîna ßimayê *Sor sor mîna xwînê *Tal tal mîna axû Li vir s, r, z, t ên duyemîn bi kirpandin gelek stûr tên xwendin. 3) Du peyv bên nik hev û du pirî caran ji peyvan yek bêwate ye û ji bo perçînkirinê ye. Ev peyvên hevedudanî her çiqas xweser xuya bikin jî tê de perçînkirin heye. "ßeltopelto" ßelte: ji bo tißtên pan, dirêj û sist, tê gotin. ßeltopelto ji bo kesê/a ku li cil û kincên xwe xwedî dernakeve, nepaqij e tê gotin. Çend mînakên din: aßobaßo, teredîn, pelûpot, qilopilo, serûber, ßoderb... Dengên ku ajal dertînin: Ajal dengê ajal peyva bo wî dengî qîjik qißt! qißt! qißteqißt çivîk çûk çûk çûkeçûk pepûk pûpû! pûpû! pûpepûp hirç humm! humm! humehum mar kuff! sisss! kufekuf pisîk nîew, nîew newkenewk mih-berx immee! meremer mirîßk qîq! qîq! qîqeqîq beq qurr! qurr! qurequr kar immee! immee! bereber gur zûûrr! zûrr! zûrezûr kûçik hewt! hewt! hewtehewt çivîk çewk! çewk! çewkeçewk elok lûk! lûk! lûkelûk dîk û ûrû û ûûû! ûreûr Bangkirin Ji alî deng ve di navbera mirovan û hinek ajalan de têkilî heye. Ew dengên ku ajal hîn bûne xwe li wan digirin. Bo mirîßk û dîkan: cû! cû! cû! bo mihan: de! de! de! bo gayan: tixe tixe tixe! bo pisîkê: pisî pisî pisî Dengine ku ji bo ajal cih biguherin bo mihan: herî! herî! bo ga: ho! ho! bo hespan: dah! dah! bo kûçik: hoßt! hoßt! bo bizinê: yeh! yeh! bo pisîkê: pis! pis! bo çêlekê: çêlê! çêlê! Dema dîk pev diçin wiha pesn tê dayîn: trîîs, tîßtîrîß dîk! Gava beran pev diçin, wiha pesn tê dayin: Ere e e! ere e e! Ji bo ku ga bifetile "îîß gayê .....îß" tê gotin. Ji bo ku ga raweste "ohoo o! Êê êh!" i bo ker jî raweste "çooßß! ßooßß!" tê gotin. [AW73C5] Peyvên ku ji olanê pêk tên Hin peyv ji olanên surißtî pêk tên. Razber in. Carinan bi bê (bayî) re carinan bi barîna baranê re, ji ajalan, bi bandora însan û ajalan dertên. *Vizînî ji dengê vizz! vizz! Mînak: bihar hat, vizeviza mêßan e. Qîrçeqîrç ji dengê qîrç! qîrç! Mînak: Qîrçeqîrça darane, welê dißewite... Xißtexißt ji dengê xißt! xißt! Mînak: ku tirpan davêt gihê, xißte xißta wê kêfa mirov dianî. Gulpînî ji dengê gulp! Mînak: Gulpînî ji êgir tê hindik maye bibe koz. Bilqinî ji dengê bilq! bilq! Mînak: bilqe bilqa avê ye. Zimînî ji dengê zimm! zimm! Mînak: zarok ji ser darê ket, zimînek jê hat min got qey mir. Xußexuß ji dengê xußß! xußßß! Mînak: xußîna avê, pel û pûßan bû. ßirînî ji dengê ßirrr! Mînak: ßirîna ji gurgureyê dihat, carinan diqulibî orîn û nalînê. Tingînî ji dengê ting! ting! tê. Mînak: tinginiya saz bû. Vingînî ji dengê ving! vinng! Mînak: vingevinga vê mêßê guhên min ker kirin. Vîzînî ji dengê vîzzz! vîzzz! Mînak: dîsa vîzevîza texsî, qemyon û otobûsan bû. Pisînî-kusînî ji dengên pisss! kusss! Mînak: tatikê erebê teqiya, pisîn û kusîn e. [AW73D1] Kongreya Neteweyî balixbûna neteweyî ye Roja gelê me li bendê bû, li ber derketinê ye, serê tavê dizeriqîne û rengekî zêrîn berßefeq dibe. Vê mehê ango gulanê, dê Kongreya Neteweyî bê îlankirin. Amedehiyên heralî li dar in û li dawiyeke bi xêr nêzîk dibin. Berê rêxistin û ßexsiyetên damezrîner li Brûkselê ye. Xwezî bi dilê wan kesan ku dê di vê bîstik û kêlîka dîrokê de cihekî bigirin û ßopekê bihêlin. Xewîn û hêviya sedsalan, daxwaza gelê kurd, rêxistin û bi hezaran ßexsiyetên Kurdistanî, mezheb û dînên ji her rengî tên cih, dibin rastî û dê di dezgehekî welatgîr de bi laß û gewde bibin. Zemanekî, siyasetmedar û xwendayên kurd li zanîngehan, di semîner û civînan de qirik li xwe diqelaßt da ku îspat bikin ku kurd neteweyek in û Kurdistan yek welat e. Îro qonax cihê ye û êdî mirov dibe ßahidê balixbûna neteweyî. Netewe jî bi giß bir û baskên xwe mîna ßexsan rastiyeke biyolojîkî, derûnî û fikrî ne, ew jî distewin, dikemilin. Di nav kurdên duh û îro de ferqa çêbûye mezin e: 1) Kurd neteweyîtir û Kurdistanîtir in û enterese û berjewendiyên xwe baßtir nas dikin. 2) Di her alî de; di aliyên fikrî, siyasî, çandî û dîplomatîkî de ji her demê zêdetir aqilê wan ji kîsê wan e û ji xwe bawertir in. Êdî bi navê îslamê, sosyalîzm û wekheviyê, yan jî nîzama nû, xapandina kurdan ne hêsan e. Heta dereceyeke xurt, dîndar û muhafazakarên kurd jî û modernên wan jî, êdî bi çavekî din li meseleyê dinêrin, pirs û pirsgirêkên xwe bi rengekî serbixwetir digirin dest û bi mêzîneke deqîqtir rastî û nerastiyan diwezinînin. 3) Kultura siyasî, bihevrekarkirin û birêvebirinê, hevdûfêmkirin û lihevbanîna nav cîl û nifßan, bêhnfirehî û rêzdariya nav dîtin û birêveçûnên cihê lipêßtir û xurtir e. 4) Dek û dolab, komployên herêmî û navneteweyî wek dehsal, bîstsal û pêncîsalên berê, hew karin ßawßaw û hezmê çêbikin û kurd di vî alî de jî bûne xwedî tecrube, serpêhatî û konetir bûne. 5) Kurd dagirker û dijminan, xêrxwaz û mizawiran ne bêkêmanî be jî, bi hawayekî nayê muqayesekirin, ji pêßiyên xwe zêdetir ji hev derdixin û kapasîteya analîzkirin û dersderxistinê li cem beßek mezin ji gel û rêxistinên kurdan hatiye cihekî ku dikarin Kongreya Neteweyî ava bikin. Kongreya Neteweyî ku gelê kurd li her parçe û aliyê welatê me, ne bi du çavan, belê bi çar çavan li bendê ye, dê bibe manîfestoya balixbûna neteweyî, yekîtî û hevdûgirtina kurdan ku mercên bingehîn e ji bo çareserkirina pirsgirêkên navxweyî û navneteweyî. [AW73D2] Dewleta Qatil Gelek welat an jî dewlet bi navên cuda cuda tên naskirin. Mînak di qada navneteweyî de navê îngilizan Brîtanyaya Mezin e. Berê jê re "Împaratoriya ku roj li ser naçe ava" dihat gotin. Niha kes nabêje Iraq. Dibêjin "rejîma xwînxwar", "rejîma Seddam". Navê împaratorên Japonan, "Kurê Rojê" bû û hwd. Ew nav û nîßan paßê li gorî demê her tim dihatin guhartin. Dema zarokatiya me, dayikên me em bi leßkerên Romiyan ditirsandin. Ez bawer dikim ku niha jî ew taybetiya Romiyan nehatiye guhartin. Rêveberên Osmaniyan jî bi navên nexweß û bitirs ketine dîrokê. Mîna Murat Paßa yê bîrekar. (Kuyucu Murat Paßa) Bi hezaran mirov bi saxî dikirin çal û bîran de û dikußtin. Navê tirkan û dewleta Osmaniyan li cem ewrûpiyan barbar bû. Yewnan û îtalî niha jî qala barbariya tirkan dikin. Komkujiya tirkan ji bîra wan neçûye. Li Îtalyayê, li devê Deryaya Spî niha jî gundek heye. Navê wî Badalato ye. Dema salên borî gelek koçberên kurd dihatine Îtalyayê, em çûn cem wan. Nêzî sed kesan li Badalato hatibûn bicihkirin. Serokê belediyeya wê derê li ser ßîvê wisa digot: "Dîrok, mamosteyeke ecêb e. Sêsed salan berî niha ew gund ji tirsa Osmaniyan li vî çiyayî hate avakirin. Niha jî kurdên ku ji ber zilma tirkan direvin, bûne gundiyên Badalato." General Mistefa Muðlali li Wanê, Ebexê (Ozalp) 33 kes carekê dan kußtin. Dîroka tirkan û kurdan ßahidê bi hezaran bûyerên bi wisa ye. Di 1991'ê de li Gewerê heft kesên Goyî bi destê Binbaßi Ali Kiraz û hevalbendên wî serok cehßan katin qetilkirin. Navên wan yek û yek em dizanin. ßervan nebûn, ticar û etar bûn. Malbatên wan ji Goyan hatin ku cenazeyên mirovên xwe bibin. Dewletê nehißt û got: "ßevê dî li nêzîkê gundê Kuçe di navbera hêzên me û terorîstan de ßer derket. Me heft "terorîst" kußtin." Di dagirkirina Kibrisê de (1974) 1600 rûm berze bûn. Bîst û pênc sal in dewleta Kibrisê û malbatên wan li windahiyên xwe digerin. Dewleta tirk bi fermî got ku ew windahiyên ßer in û wan ji bîr bikin." Di sala 1992'yan de balafirên tirkan agir barandine ser gundiyên Navßarî. Paßê tê bîra min serokwezîrê wan ev gote me: "Biborin, qayîßên ku bombeyên balafirên me digirin sist bûn. Ji ber wê çendê bombe ketine ser gundan." Salên 91, 92 û 93'yan, salê çend caran li bajarên me bombe dibarandin. Sûk û bazarên bajaran talan dikirin. Sûkên nêzî dahêrên polîsan jî dihatine talankirin. Û wan digot: "ßevê dî 'terorîstan' êrîß aniye ser bajarî. Dema em diçûne cem rayedarên dewletê me digot: "Belê, me zanî ku terorîstan êrîß anî ser bajêr, lê bi bihayê milyaran tißt ji sûkan hatiye talankirin, gelo terorîstan ew tißt çawa barkirin, birin?" Bersiva wan ev bû: "Dewleta Tirk dewleteke mezin e. Li dijî êrîßan me hûn parastine. Hûn me bi talankeriyê tawanbar dikin, dewlet diziyan nake." Niha em dizanin ku heft kurdistaniyên Rojhelatî li gundê Katûna Nawßarî bi destê dewleta tirk hatin kußtin. Malbatên wan aßkera kir ku ev mirov ne ßervan bûn, ji bo îdara xwe ya rojane wan bazirganî dikir. Dewletê jî daxuyanî da hemû cîhanê ku ew "terorîst", ßervan bûn. Terorîst, ßervan, an jî bazirgan, ferq nake. Kurd bûn û kußtina wan pêwîst bû. Ji bo Dewleta Tirk sedema herî mezin ev e. Mîna bîst û heßt kurdên ku ji Baßûr, ji ßeqlawa û Silêmaniyê hatin û li Alyawa hatine kußtin (1995). Pêwîst e ku saziyên mafê mirovan diparêzin, van bûyeran ji bîr nekin. Pêwîst e ku malbatên kußtiyan van bûyeran ji bîr nekin. Hemû sazî û dezgehên navneteweyî mafê xwe bipirsin. Dibe ku encamên em dixwazin ji van serlêdanan dernekevin. Lê dîsa jî rûyê dewleta qatil û diz eßkera dibe. Ji ber ku dewleteke diz û derewîn e. Ev rewßa wî li hemû cîhanê hatiye pejirandin. Serê hemû malbatên kußtiyan xweß, rûyê dewleta qatil reß be. [AW73D3] Aßtî û tolhildan Di 31'ê gulanê de 'Doza Sedsalê' dest pê dike. Derdorên faßîst û ßovenîst dil dikin ku serhildan û berxwedana gelê kurd ji Öcalan bistînin. Lewre jî çapemeniya tirk ji niha ve ßik û gumana xwe li ser rengê dadgehê tînin zimên. Tê gotin ku dewleta tirk amadekariya lînçeke nuxamtî dike. Çeteyên Susurlukê, ku encama hilbijartinê wekî rûspandina (aklama) xwe dinirxînin û amadekariya ßirîkatiya hikûmeta nû dikin, dixwazin bi vî awayî desthilatiya xwe xurtir bikin. A di dilê wan de diyar e û li ber çavan e. Tißtê girîng kesên demokrat û aßtîxwaz dê çi bikin? Heke wekî berê bêdeng û bêhelwest bimînin, dê fermana xwe bi destê xwe rakin. Lewre çeteyên ku xwîna bi hezaran mirovên demokrat û ßoreßger rijandiye, dê ßerê li dijî gelan gurtir bikin. Ewê bi kußtina Öcalan nemînin, dê hemû kesên ku ji wan cuda difikirin, bikin hedefa ßûrê wan ê devbixwîn. Çîroka Hîtler ji hêla her kesî ve dê tê zanîn. Li hemberî vê kirina çeteyan, dê gelê kurd jî bêdeng nemîne, ewê jî dest bide xwe û ewê jî bikeve pey hildana tola serokê xweyê neteweyî û tola zilma bi hezar salan. Heta ku careke din derfeta aßtiyê bi dest bikeve, dibe ku bi dehan sal derbas bin. Heke agirbesta 1993'yan bi ser biketa, dê bi hezaran mirovên ku ji wê rojê heta îro hatine kußtin, ne di bin axê de bûna. Îro em li wê rojê digerin, gelek mijarên ku me dikarî wê demê nîqaß bikin, îro em nikarin. Pißtî ku çete di doza xwe ya 'tolhildanê' de bi ser bikevin, dê rewß ji îro gelekî kambaxtir bibe. Ji ber vê yekê divê tu kes li hemberî vê lînçê bêdeng nemîne. Ýro aßtîxwazî parastina ewlehiya canê Öcalan e û xwestina azadiya wî ye. Dema em bi vê bîr û baweriyê tevbigerin, derfeta yekîtî, aßtî û azadiyê ji her demê zêdetir e. Ev doz dikare riya aßtiyê bo gelan veke. Li gorî agahiyên ku bi dest ketine, amadekariyên Öcalan jî ji bo vekirina riya aßtî û azadiyê ye. Ewê di parastina xwe de li ser vê yekê raweste. Li pey agahiyên ku heta niha li ser komploya navneteweyî ya li dijî Öcalan û gelê kurd bi dest ketine, kesên ku ev komplo amade kiriye di nava xwe de nelihevkirî ne. Bo nimûne tê gotin ku Yewnanistanê bi radestkirina Öcalan, xwestiye rê li ber ßerekî di navbera kurdan û tirkan de veke. Öcalan jî di vê bîr û baweriyê de ye. Wî nameyeke ji ßoreßgerê tirk Teslim Töre re ßandiye û di nameyê de vê yekê bi awayekî vekirî tîne zimên. Her wekî li jor jî hate daxuyandin çeteyên tirk ketine pey tolhildanê. Lê tê gotin ku hinek aliyan jî xwestiye bi vê yekê riya çareseriyê veke. Di vî warî de zêdetir navê DYA'yê derbas dibe. Li Tirkiyeyê jî kesên ku pißtevaniya çareseriya Amerîkayê dikin hene. Di vî warî de mînaka herî berbiçav Doðu Ergil û rêxistina wî TOSAV'ê ye. Lê divê bê zanîn ku kilîta çareseriya rastîn di destê hêzên demokrat û ßoreßger de ye. [AW73D4] 'Her roj qurm li ber avê nayên' Dema ku lehî radibe, tevî gelek tißtan bi xwe re qurmên daran jî tîne. Gelek kes wan qurman berhev dikin, ji bo ku wan wekî ardû bi kar bînin. Mirovên ku bi kêrî keysê nayên, ji vê lehiyê sûdê wernagirin. Pißtî ku lehî disekine, hinek jê çav li qurmê ku cîranên wan berhev kirine dikin û poßman dibin. Ji xwe re dibêjin; heyf û xebînet! Çima me jî ji xwe re qurm berhev nekirin. Ji bo rewß û kesên wiha gotineke pêßiyan heye ku pir di cih de ye: "Her roj qurm li ber avê nayên". Di jiyana rojane de, tißtên wiha têne serê me hemûyan. Gelekan ji me, fersendên ku di jiyana wan de pir girîng, ji dest berdane. Di azmûnan de di nav pirsan de, ya rast em wekî navê xwe dizanin, lê heçku dengekî nepenî bibêje 'ew a din rast e', wê reß bike. Dawî, ku em pê dihesin ku beßa ku pêßî em li ser fikirîne rast bûye, me belasebeb bi ya wî dengê biyanî kiriye, em xwe dixwin, lê êdî dermanê çewtiyê nîn e. Em nikarin vegerin serî, fersend mîna çûkê ji nav lepên me firiya. Ji van rewßên wiha re gelek nav hatine dîtin. Hinek dibêjin çarenûs e. Dema ku fersendê berdidin jî, dibêjin çarenûsa me reß e. Hinek dibêjin ßens û bext e. Lewre jî ji rewßên wiha re dibêjin bextê me kor e. Hinek jî her tißtî diavêjine stûyê felekê. Dibêjin felekê çavên te birijin... Hinek caran jî ji bo ku xwe teselî bikin, mirovan gotiye, "Ku te girt bernede, ku te berda jî bi pey nekeve." Fersend ne ji bo kesan, ji bo neteweyan in jî. Gelek gelên ku îro navê wan di dîrokê de tê xwendin lê ew bi xwe tune ne, an jî gelek gelên ku jîne, lê ya niha navê wan bi xwe jî di dîrokê de nayê xwendin, ji ber bextreßiyeke malkambax e. Yên ku fersend ji dest berdidin an jî bi dest dixin, li ser navê gel û neteweyan rêber, serok, pêßeng û leheng in. Xwendevanên birûmet, dibe ku hûn bibêjin bi qedrê Xwedê bikî, te ßens û qismet û keys û fersend ji ku derxist. Hûnê bibêjin ilm, diyalektîk û zanist û hwd... her tißt li gorî prensîbên tebîetê bi rê ve diçe. Dîsa ez ji ya xwe danakevim. Di çarenûsa gel û neteweyan de cihê fersend, keys, ßens û bext, girîng e. Di vê mijarê de gotineke Lenîn heye ku bûye wecîze: "Duho zû bû, sibehê jî dibû dereng." Lenîn ev gotin ji bo ßoreßa Rûsyayê gotiye. Bi rastî jî wê demê dema ßoreßê hatibû an na, nîqaßeke dorfireh dixwaze. Lê tißtê rast ew e ku gotina Lenîn rastiyekê tîne zimên. Wan qurmên li ber lehiyê, tîne zimên. Ango ji nav ceribandinên jiyanê derketiye. Li gorî ku ez çapemeniya kurd û tirk dißopînim, Serokê Partiya Karkerên Kurdistanê û Serokê Gelê Kurd Abdullah ÖCALAN, dê di dadgehê de, gotinine dîrokî bibêje. Helbet cîhan dê van gotinan nîqaß bike û dîrok dê biryara mafdarbûn an jî mafdarnebûna wî û gotinên wî bide. Lê li gorî baweriya min, tißtê ku ew dê bibêje, ku duho bigota zû bû, heke van tißtan sibê bibêje îcar dê bi derengî bikeve. Heta îro her ku birêz Öcalan hinek tez an jî ramanên li derveyî qalibê kevneßopiyê anîne zimên bûye hedef ji statûkoparêz û kevneperestan re. Gelek caran hawariyên wî jî rind di gotinên wî tênegihîßtine. Lê pißt re demê nîßan daye ku wî fersend baß bi kar anîne. Her çiqas rewßa niha cihê jî be, gelê wî pê bawer e. Ew dê ji bo mirovahiyê, ji bo gelê kurd, gelê tirk û hemû gelên Tirkiyeyê ramanên humanîst û bi xêr pêßkêß bike. 31'ê Gulanê çavên hemû kurdan dê li wî bigerin. Me hemûyan jî bêriya wî kiriye... [AW74A1] Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê hate avakirin: Xewna hezar salan pêk hat Pißtî xebatên çar salan, damezrandina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK'ê hate ragihandin. Kongre, roja 24'ê gulanê li serbajarê Hollandayê Amsterdamê, bi beßdariya 180 delegeyî pêk hat. Digel gelek nûnerên gelek partî, rêxistinên Kurdistanî, gelek kesayetiyên ji her çar parçeyên Kurdistanê jî beßdarî di KNK'ê de kir. Kongre, pißtî ku siyasetmedar û rewßenbîr Ýbrahim Ehmed delegeyên Kongreyê silav kirin, li pey xwendina Ey Reqîb bo hemû cîhanê hate ragihandin. Di qonaxa pêßîn de, wê Kongre ji 29 partî û saziyan pêk were. Di nava delegeyên KNK'ê de navê Serokê Gißtî yê PKK'ê Abdullah Öcalan, mebûsên kurd Hatip Dicle, Leyla Zana, Orhan Doðan û Selim Sadak, ku li Tirkiyeyê girtî ne, jî hate xwendin. Endamên KNK'ê sond bi zaravayên kurdî; soranî, kirdkî, kurmancî, goranî, lorî û bi zimanê asûrî xwar. Sond wiha ye: "Ez li ser rûmeta xwe sond dixwim û soz didim ku ez dê di hemû xebatên xwe de berjewendiyên gelê Kurdistanê biparêzim, gelê Kurdistanê bi pêß ve bibim û li pey Qanûna Bingehîn ya Kongreya Neteweyî bimeßim." Li aliyê din Komîteya Navendî ya PKK'ê bo Kongreyê peyamek ragihand û wiha got: "Her dema ku hêzên neteweyî rol û erka xwe ya dîrokî pêk bînin, wê azadiya kurdan nêzîktir bibe." Roja 26'ê gulanê di civîna Lijneya Gißtî ya KNK'ê de biryara mafê çarenûsê yê gelê kurd bi hevdengî hate pejirandin. Her wiha ji bo Kongreyê pênc organ, 11 komîsyon û 2 jî cîgirê serok hatin diyarkirin. Li gorî vê organên KNK'ê ev in: Lijneya Gißtî, Konseya Kargeriyê, Lijneya ßêwrê, Komîteya Berz ya Qanûnê û Lijneya Disîplînê. Di vê civîna de duyemîn de, beßa Pêßnûmaya Peymana KNK'ê ya bi navê "Mafên Bingehîn, Desthilatdarî, Gelê Kurdistanê, Kurdistan" hate nîqaßkirin. Li aliyê din, roja sêyemîn ya kongreyê jî Serokê Gißtî yê PKK'ê wekî Serokê Rûmetê yê KNK'ê hate pêßniyarkirin. Her wiha heft endamên Konseya Rêveberiyê û 11 serokên komîsyonan hatin hilbijartin. Li aliyê din Serokê Gißtî yê PKK'ê Abdullah Öcalan, endamên PKK'ê yên di girtîgehê de M. Can Yüce, Müzaffer Ayata, Sabri Ok, girtiyê ji doza PRK-Rizgarî Ahmet Güven, Zanyar Ýsmail Beßikçi û mebûsên DEP'ê Leyla Zana, Hatip Dicle, Orhan Doðan, Selim Sadak wekî endamên rûmetê yên Kongreyê hatin pejirandin. Li pey vê yekê çar bendên vê beßê wiha ne: Benda 1: a) KNK, ku dê êdî wekî 'Kongre' bê binavkirin, berztirîn otorîteya siyasî ya Kurdistanê ye û bi ßertê ku vê peymanê pesend bike, ji partî, saziyên azad û civakî, nûnerên civatên çandî û olî û kesayetiyên serbixwe yên Kurdistanê pêk tê. b) Îrade û berjewendiyên gelê Kurdistanê bingeha erk û desthilatdariya Kongreyê ne. Benda 2: a) Kurdistan navê welatekî yekpare ye, ku lê endamên bawerî û olên cihê dijîn, zaravayên cuda hene, piranî gelê kurd ê xwedan dîroka dêrîn lê dijî, bi awayekî sunî hatiye parçekirin û li Rojhilata Navîn e. b) Bi zor û çewsandinê koçberkirina kurdan ji Kurdistanê û ji aliyê dagirkeran ve li ßûna wan bicihkirina komên din, ne tißtekî rewa ye û pejirandina vê yekê ne pêkan e. c) Têgîna gelê Kurdistanê 1- Kurd 2- Gelên ku ji dirêjahiya dîrokê ve li Kurdistanê dijîn û xwe wekî kurdistanî bi nav dikin, asûrî-suryanî, ermenî û gelên din in. Benda 3: a) Her kesê kurdistanî bêyî cudahiyên nijadî, zimanî, cinsî, mezhebî, bawerî li hemberî qanûnan hevmaf e. b) Kurdî, zimanê fermî yê Kurdistanê ye. c) Li deverên ku gelê asûrî-suryanî lê pir e, ligel kurdî zimanê asûrî-suryanî jî zimanê fermî ye. d) Birên din ên ku gelê Kurdistanê pêk tînin, bêyî ku ziyanê bigihînin yekîtiya welêt û berjewendiyên gißtî, dikarin çand û nasnava xwe ya neteweyî bi pêß bixin, bi awayekî azad bi zimanê xwe perwerdehiyê pêk binîn, xwe saz bikin û bi rê bixin. e) Bêyî ku ziyanê bigihînin berjewendiyên Kurdistanê û yekîtiya neteweyî, her kurdistaniyê xwedî ol, mezheb û bawerî, dikare bi ßêweyekî azad saziyên xwe ava bike û pêwîstiyên xwe yên olî bi cih bîne. Benda 4: Gelê Kurdistanê wekî hemû gelan xwedan mafê çarenûsê ye. YNK: Kongre kurdan temsîl dike Li aliyê din nûnerên YNK'ê, ku wekî çavdêr li Kongreyê amade bûn, Mam Rostem û Dîdo Babaßex diyar kir ku KNK'ê kurdan temsîl dike. Nûnerên YNK wiha axivîn: "Ku ev Kongre gelê kurd temsîl nake, ma karê me li vê derê çi ye? KNK payeberztirîn saziya Kurdistanê ye. Jixwe vê yê di rêznameya wê de jî cih girtiye." Digel vê yekê, avabûna KNK'ê li Kongreya Amerîkayê jî bi axaftina endamê Kongreyê Bob Filner hate rojevê. Filner, da zanîn ku kurdan kongreya xwe ya neteweyî pêk aniye, da ku dengê xwe bigihînin xwißk û birayên xwe yên li seranserî cîhanê. Wî got: "Ez avabûna kongreya ku nûnertiya gelekî bi qasî dîroka mirovahiyê kevn, silav dikim." Filner her wiha rewßa gelê kurd rave kir û ligel vê helwesta DYA'yê rexne kir. [AW74A2] Partî û kesayetiyên Kurdistanî: Nûnerê Partiya Çepên Kurd li Suriyê (PÇK-S) yê Ewrûpayê Hacý Soleman: Her roja ku Kongreya Neteweyî nayê damezirandin, wê kêmasî û ßaßiyên kurdan zêdetir bibin. Çawa ku bo mirovan nan û av pêwîst e, bo kurdan jî Kongreya Neteweyî pêwîst e. Girtina Öcalan bi tenê jî, ji bo damezirandina dezgeheke bi vî rengî sedem û hincet e. Divê em xwe ji partîperestî û rêxistinperestiyê bidin alî. Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Sosyalîstê (PSK-S) kurd li Suriyê Nûrî Hesen: Kongre ji bo kurdan lîjneyeke pîroz û dîrokî ye. Vê dawiyê em bêhtir di vê yekê gihîßtin. Ji bo dijmin bersiva baßtirîn yekîtiya kurdan e. Xebatên me yê di nava Kongreyê de, divê hemû ji bo azadiya Serok Apo bin. Ji ber ku doz û armanca wî damezrandina Kongreya Neteweyî bû. Em bawer in, îro me daxwaza wî bi cih anî. Nûnerê Ewrûpayê yê Bizûtneweyî Demokraýsîxwazanî Kurdistan Bekir Hesen: Kongre divê bernameyeke pêßkêßî kurdan bike û di warê diplomatîk û pêkanîna biryaran de bibe lijneya rajortirîn. Her wiha divê Kongreya Neteweyî biryara ßer û aßtiyê bide û bingeha vê yekê amade bike. Berdevkê delegasyona Partiya Rizgariya Kurdistan (PRK-Rizgarî) Faruh Muhsinoðlu: Ligel hemû asteng û bergiriyên dagirker û hevkarên wan, Kongreya Neteweyî hate avakirin. Me bawerî heye, dê Kongreya Neteweyî peywir û binbariyên xwe yên dîrokî pêk bîne û her wiha dê pêßiya tekoßîna neteweyî ya Kurdistanê veke. Ýbrahim Ehmed (85): "Sala 1937'an dagirkerên Kurdistanê li dijî kurdan bûbûn yek. Ji vê salê vir ve ez xeyala vê kongreyê dikim. Vê salê, di kovareke ku ji aliyê ezîdiyên li Hindistanê ve tê weßandin de, wisa hatibû gotin: "Divê kurd li dijî dagirkeran komîteyan saz bikin. Vê nivîsê tesîreke gewre li min kir, lewre min got divê li çar parçeyan kurd bibin yek. Vê xeyala min, heya ku ez çûm cem Serok Apo dewam kir. Min û Mihemed Resûl behsa Kongreya Neteweyî kir. Serok Apo jî got, ez heta hetayê li pißta we me." ßêx Îzeddîn Huseynî: "Ev kongre bêhempa ye. Ev sed sal in, kurd li parçeyê xwe her tê dikoßin lê dijmin komkujiyên xwe ranawestînin. Kongreyê di warê madî û manewî de kurd kirin yek. Kurd berê ji hev belav bûbûn û dibûn destikê hêzên derve. Lê êdî wisa berdewam nake. Çawa ku destê yekî diêße, serê wî jî diêße, divê kurd jî wisa bin. Dema parçeyekî êß û azar kißand, divê parçeyekî din pêjna vê yekê bike. Berê min xeyala bûyerên wiha dîrokî nedikir lê dinya guherî, divê kurd jî xwe li rewßa nû bînin. Prof. Ýsmet ßerif Wanly: Problemeke me ya girîng jî destnîßankirina stratejiyeke neteweyî ye. Lewre çarenûsa kurdan yek e. Mafê kurdan ê çarenûsê heye, ji bo vê yekê jî divê stratejiyek bê destnîßankirin. Min hêvî heye, dê KNK mezintir bibe û partiyên kurdan li hev kom bike. Lê ji bo vê destpêkê hîna zû ye. Yaßar Kaya: Di dîroka Kurdistanê de tu caran kombûna neteweyî pêk nehatiye. Dost û dijminên kurdan her tim behsa yeknebûna kurdan kiriye. Lê KNK, ji her çar parçeyên Kurdistanê partî, rêxistin û kesayetiyan di nava xwe de dihewîne. Lewre bi baweriya min, ev ji bo van pirsan bersiveke dîrokî ye. Kongreya Neteweyî, ne kongreya tu partî û rêxistinan e. Ya gelê kurd û nûnerên wî ye. Divê ev kongre bibe mêjiyê kurdan. Divê kurd di bin sîbera Kongreya Neteweyî de li hev bicivin, problemên Kurdistanê û yên xweserî çar parçeyan bibe serî. Sekreterê Bizûtneweyî Demokrasîxwazanî Kurdistan Bahattin Nûrî: "PKK'ê gewretirîn partiya Kurdistanê ye. Lewre beßdariya wê ya di KNK'ê de cihê ßanazî û dilweßiyê ye. Divê ßerê PDK û YNK û ßerê PKK û PDK'ê bê safîkirin. Rewßa Öcalan ji bo hemû kurdan windahiyeke mezin e, lewre ew li her çar aliyê Kurdistanê sembola azadiyê ye. Corc Aryo (Nûnerekî gelê asûrî-suryanî): Em ji bo standina mafê xwe nehatin vê derê. Armanca xwe xurtkirina biratiya her du gelan e. Dijmin ji bo ku her du gelan li hev sor bike, gelekî xebat kir. Ev du sal in ji bo biratiya her du gelan, têkoßîneke mezin hate dayin. KNK jî di vî warî de gavake berbiçav e. Her wiha li cem zimanê kurdî, li deverên ku asûrî-suryanî lê dijîn, zimanê asûrî wekî zimanê fermî hate pejirandin. Ev ji bo biratiya gelan gaveke mezin e. Suheyl Qazî (Keça Mihemed Qazî): Tu dibê qey ez cardin ji dayika xwe bûme. Girîngiya KNK'ê gewre ye û neyê ser zimên. Ez di Kongreyê de serxwebûna Kurdistanê dibînim. Min tu tißt ji yên ku beßdarî KNK'ê nabin, fêm nekir. Li me dereng e. Ên ku beßdar nabin, bi tenê xwe ji doza Kurdistanê dûr dixin. Emir Qazî (Serokê Partî Serbexoyî Kurdistan): Tißtên bi vî rengî di dîroka Kurdistanê gelekî kêm in. Ên ku beßdarî KNK'ê nabin, ji yekîtiya Kurdistanê ditirsin. Wê Kongre li çar aliyê Kurdistanê wekî bombeyekê deng vede. Mezher Xelîqî (Hunermend): Min bawer nedikir ku dê rojeke wisa bibînim. Ne tenê kurd, cîhan jî li benda rojeke wiha bû. Bi raya min, ên ku beßdarî KNK'ê nebûne jî, dê beßdar bibin. Ev gava yekemîn e, dê pêßiya tißtên mezintir veke. Divê hunermendê kurd jî vê roja dîrokî bi hunera xwe ragihînin û erka xwe pêk bînin. [AW74A3] Beßdarên biyanî li ser KNK'ê çi got: Di civîna bo ragihandina KNK'ê de gelek siyasetmedar, rewßenbîr û hunermendên biyanî jî amade bûn. Walter de Cesaris (Mebûsê Partiya Komunîst ya Îtalyayê): Hikûmeta Îtalyayê û welatên ewrûpî ji bo xwederbirina kurdan tißtê ku ket ser milê wan, pêk neanîn. Em pißtgiriya têkoßîna we dikin. Lê ji bo ku hûn ji me bêhtir pißtgiriya têkoßîna me dikin, em spasiyên xwe pêßkêßî we dikin. Angelina Fankhauser (Mebûsa Partiya Sosyalîst ya Swîsreyê): Ji bo çareseriya Kêßeya Kurd, dema çewsandin û zora navneteweyî hatiye. Swîsre jî di vî warî de binbar e. Vê binbariyê dema Peymana Lozanê dest pê kiribû. Bi dîtina me bêyî pißtgiriya navneteweyî Kêßeya Kurd naçe serî. Neol Parish (Mebûsê Parlemenotoya Gallerê): Ev kongre, pißtî xebatên hêja pêk hat. Lewre ji bo pêßeroja kurdan gelekî girîng e. Em dê pißtgiriya KNK'ê bikin. Lyudmila Bezaglaya (Endama Parlementoya Ukranyayê): Em hem wekî partî û hem jî wekî hikûmet pißtgiriya têkoßîna kurdan dikin. Lewre li Ukranyayê li dora 12 hezarî kurd hene. Ji ber vê hindê Kêßeya Kurd kêßeya Ukranyayê jî. Ji bo Öcalan gelê Ukranyayê li ser piyan e. Ger kurd bibin yek, tu kes û hêz nikare têkoßîna wan ya rewa û mafdar rawestîne. Duriye Awnî (Serokê Komîteya bo Öcalan Azadî ya Misirê): Gelê Misirê Kêßeya Kurd wekî kêßeyeke cîhanê bi nav dike. Revandina Öcalan ji aliyê gelê Misirê ve bi awayekî xemgîn û daxbar tê ßopandin. Dr. Walter Baier (Serokê Partiya Komunîst a Awûstûryayê): Ji bo ku we destûra çavdêriya vê roja dîrokî da min, ez spasiya xwe pêßkêßî we dikim. Çawa ku doza mafên gelê Kosovayê tê kirin, divê doza mafên gelê Kurdistanê jî bê kirin. Li aliyê din tê gotin ku, wê Öcalan bi awayekî dadyane bê mehkemekirin, lê bi tenê wê kesên dîn û xînt bi vê yekê bawer bikin! Lewre helwesta Tirkiyeyê her kes pê dizane. Lorgos Karabelias (Serokê Komîteya Hevgirtina bi Kurdan re ya Yewnenistanê): Hikûmeta me jî bû destikê komployê û di girtina Öcalan de cih girt. Lê gelê yewnan, ji bo azadiya Öcalan rabû ser piyan û pißtî 10 salan cara yekem 150 hezar mirov li hev civiya û doza azadiya Öcalan kir. Miguel Labrador (Nûnerê Ewrûpayê yê Eniya Demokratîk a Neteweyî ya Filîpînê): Êdî kes nikare mafê kurdan ji destê wan bigire. Heya îro gelek ciwanên kurdistanî xwe gorî vê têkoßînê kir, lewre kes nikare xwe li ber vê têkoßînê bigire. Jose Mari Etxbarria (Nûnerê Partiya Neteweyî ya Baskê): Ev doza me ye jî. Ji ber ku doza demokrasiyê ye. Rewßa Baskê jî wekî ya Kurdistanê ye. Lewre Bask jî ji aliyê Fransa û Îspanyayê ve hatiye dabeßkirin. Ji ber vê hindê me bo gelê kurd biryara pißtgiriyeke timî girt. Jon Rud (Parlementoya Norweçê): Ger Kêßeya Kurd nayê çareserkirin, wekî ku li Kosovayê tê dîtin, mesele bi ßîdetê naçin serî. Divê hûn guh bidin gotinên Ehmedê Xanî. [AW74A4] Çapemeniya Kurd "Her kes li benda dengê Wî bû" ... Rojnamegera misrî ya kurdnijad Duriye Awni got: "Kurd bi awayekî serketî dikevin sedsala nû. Lê ez bi tißtekî gelekî diêßim, ew jî nebûna Serokê Neteweyî yê kurdan, kesê ku bingeha van rojan daniye, Abdullan Öcalan e. Xwezî ew jî li vê derê bûya!" ...Îbrahim Ehmed dema axaftina vekirinê kir wekî bizotê bû û dilgeßiyeke xurt di çavên wî de dihate dîtin: "Êdî ku ez bimirim jî, ne xem e. Ez ne 80 salî me, ez wekî mirovekî 20 salî me." Yaßar Kaya jî digot: "Xwezî Musa Anter jî li cem me bûya." ... Di nav endamên KNK'ê ligel gelek siyasetmedarên navdar 'Ew' jî hebûn. Pêßîn dengê Cemil Bayik û Murat Karayýlan li avahiya dîrokî olan da. Peyra dengê berxwedêrê nemir Zîndana Amedê Mustafa Karasu lê bilind bû. Deng bi vê yekê xilas nebûn, dengê Leyla Zana û Hatip Dicle li ber guhê beßdaran ket. Lê guh û çav her tim bendewarê dengekî bûn! Dema ku çoß herî boß bû, ev yek pêk hat. Lewre dîrok dihate nivîsîn. Divê her tißt bêkêmanî bûya. Ji nißke ve deng ji kesî û ji tu tißtî nehat. Kongre li ber dilan bêhtir ßêrîn bû, dema ku endamtiya Serokê Gißtî yê PKK'ê hate ragihandin. Dema em ketibûn taya amadekirina nûçeyan, ji Kurdistanê dengûbasek hate ragihandin, gerîla silav li Kongereya Neteweyî kiribû, avêtibû ser gurdaneke gerok (seyyar tabur)... Ý. Metin Ayçiçek/ Özgür Polîtîka "Ezê li cem dilê li Ýmraliyê rûnim" ...Wê li ber derî Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, ßêx Mahmûd û Qazî Mihemed bi dilgermî werin pêrgîniya min. Ne Seyid Riza ne jî ßêx Seîd, dema ez dîtim wê madê xwe tirß bikin. Ezê Egît û Mazlûm hembêz bikim û pißtî salan careke din Pîr... Ezê di dîrêjahiya civînê de, her tim li cem dilê ku li Ýmraliyê ßîn tê, rûnim. Emê dest bidin hev û din û li dijî zilmê têkoßîna gelan ji nû ve biafirînin. Wê dilê min îro ligel dilê ku li Ýmraliyê hildiavêje, hilbavêje û emê dîsa bi hev re strana me ya hevpar a têkoßînê bistirên. Li Ýmraliyê dê êdî kulîlkên kesk û sor û zer bipißkivin. Ez dê silavên Che bêjimê, di ser Sierra Maestra re heya Behra Reß û Torosan... Têbinî: Ev nûçe bi agahiyên ku ji Rojnameya Özgür Politika û Ajansa DEM'ê hatine wergirtin, hate amadekirin. [AW74A5] Öcalan, parastina xwe li ser bingeha aßtî û demokrasiyê amade kir An çareserî an jî têkçûnHer ku roja dadgeha Serokê Gißtî yê PKK'ê Abdullan Öcalan nêzîk dibe, nirxandinên li ser parêznameya Öcalan zêdetir dibin. Li gorî agahiyên ku me ji parêzerên Öcalan girtin, Öcalan parêznameya xwe li gorî esasên çareseriyeke aßtiyane û demokratîk amade kiriye. Bi baweriya parêzerên Öcalan, wê roja dadgehê Öcalan, wê parêznameyeke ku ji 120 rûpelan pêk tê, pêßkeßî dadgehê bike. Digel vê yekê, Konseya Serokatiya PKK'ê ragihand ku, wan jî polîtîkaya xwe li gorî daxwazên serokê wan ên derbarê aßtî û çareseriyeke demokratîk de gur kirine û ew dê li gorî encama dadgehê tevbigerin. Di daxuyaniyê de bi taybetî tê ragihandin ku dadgeha Öcalan ji bo sedsala nû fersendeke mezin e. Li gorî daxuyaniya Konseyê dema dewleta tirk di pêvajoya darizandinê de, bi awayekî tolhildêr û rikdar tevbigere, wê encamên neyînî, yên ku mirov nikaribe ragire, rû bidin. Konseyê diyar kir ku divê ji bo aßtiyê ßansek bê dayin. Daxuyanî wisa didome:" ßerê ku ev 15 sal in didome, gelek ziyan gihandiye herdu aliyên ßer. Ji bo vê jî divê ßer bê rawestandin û rê li ber çareseriyeke demokratîk, ku li ser bingeha azadî û wekheviyê pêk tê, bê vekirin." Ji 93'an heta 99'an Öcalan çi digotWekî tê zanîn PKK'ê hîn di kongreya xwe ya çaremîn de bi dest polîtîkaya aßtî û demokrasiyê kir. Wê demê Serokê Gißtî yê PKK'ê Abdullah Öcalan diyar kiribû ku, aßtî bêyî ßer, ßer jî bêyî aßtî pêk nayê. Li gel vê yekê Öcalan di sala 1993'an de bang li dewleta tirk kiribû û dabû zanîn ku her tißt bi riyên aßtiyane û çareseriyên demokratîk, diçe serî. Dîsa Öcalan ji bo konferanseke li ser çareseriya Kêßeya Kurd, ku di sala 1994'an de li Almanyayê pêk hatibû de, peyam ßandibû. Wî, di peyama xwe de diyar kiribû ku, divê hewlên bo aßtî û demokrasiyê gurtir û xurtir bibin. Dîsa Öcalan di sala 1994'an bo BBC'yê wiha gotibû:" Riyên yekîtiya siyasî hene. Eger hevdîtinên siyasî dest pê bikin, emê dîtin û ramanê xwe yên derbarê ji nûve sazkirina Qanûna Bingehîn de bibêjin. Her wiha ewletiya wan qanûnan wê çawa pêk bê? Formûla wê jî bi me re heye. Tê gotin ku PKK'ê dixwaze ji Tirkiyeyê veqete. Ez beravajî vê yekê difikirim. Di her rewß û mercan de, ew bi polîtîkaya cudakariyê bi ser me de tên. Em di vê rewßê de naxwazin veqetin. Dibe ku hûn ecêbmayî bimînin. Tevgera dewleta tirk di rastiya xwe de cudaxwazî ye. Di mercên herî kêm û teng de em yekîtiyeke demokratîk dixwazin." Dema ku peyam û daxuyaniyên Öcalan bi awayekî hûrbinî bêne kolandin, tê dîtin ku Öcalan ji ßeß sala vir de doza aßtî û demokrasiyê dike. Wekî tê zanîn, Öcalan cara dawîn jî, bo parêzêrên xwe gotibû, kesên ku ßerê wan mezin e, wê aßtiya wan jî mezin be.PKK ji bo aßtiyê çi difikire?Li aliyê din fermandarên PKK'ê jî ji zû de ye doza çareseriyeke aßtiyane û demokratîk dikin. Hîn di sala 1994'an de ji fermandarên ARGK'ê Cemil Bayik, Murat Karayýlan û Osman Öcalan, di hevpeyvîneke ku rojnameya Özgür Ülkeyê bi wan re kiriye de, diyar dikin ku bi her awayî ew perspektîf û pêßniyazên serokê xwe di cih de dibînin û ew jî ji bo aßtî û demokrasiyê, bo naskirina nasnameya kurdan, digel ßerê çekdarî, di ßerê dîplomatîk de jî bi Öcalan re ne. Digel van rûdanan, di heman demê de bi pêßniyara Öcalan, ji bo ku xebatên aßtiyê xurtir bibin, Parlamentoya Kurdistan ya li Derveyî Welêt PKDW hate avakirin. Wekî din di navbera rêxistinên kurdan de peyman hatin girêdan. Dûre Öcalan di salên 1996, 1997 û 1998'an de ji bo aßtî û çareseriya Kêßeya Kurd bo gelek serokdewletên cîhanê name bi rê kirin. Di nameyên xwe de Öcalan bi taybetî ji dewletên cîhanê xwest ku ew jî pißtgiriya hewla wî ya bo aßtî û demokrasiyê bikin. Wekî diyar e, cara dawîn Öcalan berî ku bê girtin, li Romayê pakêtek der barê çareseriya demokratîk a Kêßeya Kurd de pêßkeßî raya gißtî ya cîhanê kir. Li aliyê din pißtî ku ew hate girtin, gelê kurd û rêxistinên kurd pißtgiriya hewla Öcalan ya bo aßtiyê kir. Rola Ewrûpayê Bi baweriya Öcalan di warê Kêßeya Kurd de Ewrûpa bêkesayetî ye û bêcesaret e. Lewre Ewrûpa ji bo çareseriya Kêßeya Kurd nikare roleke girîng hilgire. Dema mirov li helwesta Ewrûpayê ya li hemberî kurdan dinihêre, li gorî standartên xwe tevnag [??] Emerîka û Çareserî Emerîka di çareseriya Kêßeya Kurd de xwedan rol û erkeke girîng e. Li gorî tespîtên siyasetnasan ji bo ku Emerîka bikaribe jendermetiya cîhanê bike, divê li Rojhilata Navîn û Balkanan û herêma ereban hêza xwe xurtir bike. Ji bo vê yekê li aliyekî Baßûrê Kurdistanê dixe bin kontrola xwe, li aliyê din jî Tirkiyeyê dixe bin kontrola Îsraîlê, da ku bikaribe li Kurdistanê polîtîkaya xwe bi cih bike û nêzîkî ereban bibe. Ji bo vê jî Amerîka dixwaze, di radeya herî kêm de, Tirkiye hebûna kurdan bi awayekî qanûnî bipejrîne û mafên demokratîk bide kurdan. Lê li aliyê din ßarezayên siyasî radigihînin, ger PKK di nava çareseriyê de cih negire, wê ßer dijwartir bibe. [AW74A6a] Gerîlayan êrîß bir ser TÜPRAß'ê 25'ê meha gulanê gerîlayên ARGK'ê ,êvarî saet li dora 9'an êrîß bir ser TÜPRAß'a Êlihê; di êrîßê de kes nemir. Li gorî agahiyan, di êrîßa bi moßek de avahiya herêma TÜPRß'ê ziyan dîtiye. Pißtî êrîßa gerîlyan, polîs û leßker taxa Îpragazê ku TÜPRAß jî li wê derê ye, xistine bin çeperê. Di encama lêgerînan de li dora 10 kesî hatine binçavkirin Tevlî vê rûdanê dîsa li gorî agahiyên bi dest me ketine, li Çiyayê Bagokê jî di navbera gerîla û leßkeran de pevçûnekê rû da; di ßer de leßkerek mir, çar leßker jî bi xedarî birîndar bûn. Li aliyê din, Operasyona li navçeyên Amedê Lîce, Qulp Hanî û Dîcleyê roja 23'ê gulanê hatibû rawestandin, lê li ser îxbarekê, artêßê ji nû ve dest bi operasyonê kir. Li gorî agahiyan îtîrafkar jî tevlî operasyonê dibin. [AW74A6b] "Bo Kêßeya Kurd pejinkar bin" Serokê Komeleya Mafên Mirovan Akýn Birdal 26'ê gulanê li TÝHV' beßdarî civînekê bû. Bîrdal di civînê de diyar kir ku yên ku ji bo Çalýßlar û Erdost pißtgiriya xwe radigihînin, divê di çareseriya Kêßeya Kurd de jî pejinkar bin. Bîrdal da zanîn ku divê tu kes xwe nexapîne. Li gorî Wî, mesele ne Birdal, Çalýßlar ango meseleya Erdost e, ya herî girîng tißtên ku bo çareseriyê tên gotin û nivîsin in. Serokê weqfê Yavuz Önen jî di civînê de axaftinek kir û da xuyakirin ku kesên ku dixwestin Serokê Komeleyê ji holê rakin, îro dixwazin wî bixin girtîgehê. [AW74A6c] HADEP'î nehatin berdan Dema ku Serokê Gißtî yê PKK'ê Abdullah Öcalan li Romayê bû, HADEP'ê di avahiyên xwe de grevên birçîbûnê dabûne destpêkirin. Ji ber wê yekê doz li dijî HADEP'ê hatibû vekirin. Doz 26'ê meha gulanê li Ehqereyê ji aliyê DGM'ya yekemîn ve hate dîtin. Tevlî Murat Bozlak, 22 endamên HADEP'ê yên ku tên darizandin di danißînê de amade bûn. Li gel xwesteka serbestberdana parêzerên HADEP'ê, dadgehê tu kes berneda û dadgehê li hemberî vê daxwazê xwe li koriyê danî. Digel vê yekê di danißînê de ligel ku tu kes nehate serbesberdan, dadgehê ji bo endamê kevin ê HADEP'ê Mehmet Satan biryara girtinê hilgirit. [AW74A6d] Enqereyê dîsa kurd wekî 'tirkên çiyayî' bi nav kirin Rojnameya Die Welt, di nûçeyeke xwe ya roja 25'ê gulanê de cih daye biryara Wezîrê Karê Hundirîn ê Tirkiyeyê ya li ser qedexekirina hinek peyvên têkildarî kurdan. Di nûçeyê de hatiye gotin ku, dewleta tirk ji mêj ve kurdên di nava sînorên dewleta xwe de, wekî netewe napejirîne û wan wekî 'tirkên çiyayî', hemwelatiyên rojhilatî bi nav dike. Li gorî nûçeyê, ev helwesta tund a li hemberî kurdan û zimanê wan, di dema Turgut Özal de hinekî sist bûye, lê vê sistiyê zêde dom nekiriye. Di nûçeyê de qedexeya li ser perwerdehiya bi kurdî û weßana radyo û televîzyona bi zimanê kurdî jî hatiye zimên. Nûçeyê bi bîr xistiye ku di biryarê de ji bo serokên rêxistinên Baßûr jî peyva "serokeßîr" guncaw hatiye dîtin. [AW74A6e] Konseya Ewrûpayê delegasyonekê dißîne doza Öcalan Ajansa Reutersê roja 26'ê gulanê nûçeyek li ser doza Serokê Gißtî yê PKK'ê Abdullah Öcalan ragihandiye aboneyên xwe. Di nûçeyê de hatiye gotin ku, dê Konseya Ewrûpayê nûnerên xwe bißîne dozê. Li gorî nûçeyê Konseya Ewrûpayê li ser vê mijarê daxuyaniyek belav kiriye û tê de gotiye ku Tirkiyeyê destûr daye ku nûnerên Konseya Ewrûpayê wekî ßexs, beßdarî Doza Öcalan bibin. Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku Konseya Ewrûpayê dozê ji nêzîk ve raçav dike, da ku mercên darizandineke dadyane pêk were. Her wiha hatiye daxuyandin ku konsey, li dijî cezayê daleqandinê derdikeve. Di nûçeyê de gotinên hinek endamên konseyê yên bi rengê "heke Tirkiye cezayê daleqandinê bide Öcalan, dê ji endamtiya Konseya Ewrûpa bê avêtin" jî cih girtiye. [AW74A6f] Ji Kurdistanê ta Marmarayê Öcalan Rojnameya Erebistana Suûdî Okaz, di hejmara xwe ya roja 21'ê gulanê de cih daye nûçeyeke li ser Kêßeya Kurd û tevgera îslamî. Di vê nivîsa ku ji hêla Kamil Hazer ve hatiye nivîsandin de, hatiye diyarkirin ku laîsîzma kemalîst nikare bersiva kêßeyên Tirkiyeyê bide. Di nûçeyê de hatiye daxuyandin ku Tirkiye bi doza Öcalan hatiye buhureke gelekî teng û heke dev ji kemalîzmê bernede, dê gelekî tengav bibe. Di nûçeyê de çareseriya îslamî bo Kêßeya Kurd hatiye pêßniyazkirin û hatiye îdiakirin ku Öcalan jî pißtevaniya çareseriyeke bi vî rengî dike. Her wiha hatiye gotin ku Kêßeya Kurd di çarçoweya biratiya olî de dikare bê safîkirin û ew çareserî dê gelên Rojhilata Navîn di bin ala îslamê de bigihîne hev. [AW74A7] Li Tîmora Rojhilat - Peyman hate girêdan lê êrîß naqedin Li Tîmora Rojhilat, di 5'ê gulanê de di navbera Endonezya û Portekîzê de, li ser Kêßeya Tîmora Rojhilat peymanek hate girêdan. Neteweyên Yekbûyî NY jî wekî çavdêrê pêkanîna vê peymanê hate pejirandin. Li gorî vê peymanê, dê di 8'ê gelawêjê de referandûmek were çêkirin, heke gel bixwaze dê rêveberiya otonom pêk were, lê heke gelê Tîmora Rojhilat vê yekê nepejirîne, dê serxwebûna Tîmora Rojhilat were rojevê. Lê rêxistinên kontrayî ji niha ve diyar kiriye ku, ew dê bi tu awayî serxwebûna Tîmora Rojhilat nepejirînin û ji her alî ve êrîßî kesên serxwebûnxwaz dikin. Tê gotin ku hin caran ew bi vê jî namînin, êrîßî otonomîparêzên nerm jî dikin. Li gorî agahiyên ku bi dest ketine, ji meha rêbendanê ku Serokê Endonezyayê B.J. Habibie mafê çarenûsiyê yê Tîmora Rojhilat aniye rojeve, heta niha zêdetirî 100 kesî bi destê alîgirên dewleta Endonezyayê hatine kußtin. Dê serdema propagandaya ji bo referandûmê di 20 tîrmehê de dest pê bike lê ji niha ve hinekan pankartên ku pißtevaniya doza otonomiyê dikin li bajarê Dîlî hatine daliqandine. Niha nûnerê NY'yê ku bi çavdêriya rewßa referandûmê hatiye peywirdarkirin, li aliyekî bi rêxistina sîwanî ya komikên kontrayî FPDK'ê re hevdîtinan pêk tîne, da ku dawî li êrîßên xwe bînin. Li aliyê din jî ew dide zanîn ku ewê van pankartan bide berhevkirin. Sekreterê Gißtî yê NY'ê Kofî Annan jî di civîneke ku roja 24'ê gulanê li New Yorkê pêk anî de, bal kißand ser van êrîßan û sersariya Artêßa Endonezyayê ya li hemberî van êrîßan rexne kir. Annan got: "Bi erebeyan, mirovên bihevrebûnxwaz dikarin bi awayekî serbest li navçeyan cihên kontrolê ava bikin û mirovan kontrol bikin. Kes ji artêß û polîsan jî têkilî wan nabe." Sekreterê Gißtî yê NY'ê Kofî Annan diyar kir ku heke ewlehî pêk neyê, dibe ku referandûm bê taloqkirin. Wekî tê zanîn Endonezyayê di sala 1975'an de ew beßê rojhilat a Girava Tîmorê dagir kiribû. Ji wê demê ve berxwedan û serhildana 800 hezar kesên ku li Tîmora Rojhilat dijî, didome. Kesekî ku ev 23 sal in di nava têkoßîna gelê Tîmora Rojhilat de cih digire jî, xwediyê xelata Nobelê Jose Ramos Horta ye. Horta di hevpeyvîneke bi rojnameya Irish Times re kiriye de, kêfxweßiya xwe ji bo pêkhatina vê peymanê tîne zimên. Horta, bawer e ku dê gelê Tîmora Rojhilat bi rêjeyeke ji sedî 90 serxwebûnê pesend bike. Niha Serokê Tevgera Azadîxwaz a Tîmora Rojhilat Xanana Gusmao ji hêla dagirkeran ve bi hinceta xiyanetê bi 20 salan hatiye cezakirin û di mala xwe de girtî ye. Niha derdorên azadîxwaz dixwazin ku Gusmao serbest bê berdan, lê rayedarên Endonezyayê dibêjin, ew ji bo ewlehiya canê wî Gusmao bernadin û ew dê pißtî referandûmê wî serbest berdin. Lê Horta vê hinceta rejîma Endonezyayê wekî tißtekî komîk dibîne û dixwaze ku ew, di zûtirîn katê de serbest bê berdan. Horta dibêje heke Gusmao serbest neyê berdan, ew dê referandûmê boykot bikin. Li Endonezyayê jî amadekariya hilbijartina gißtî tê kirin. Di 7 pûßperê de dê hilbijartin pêk were. Niha wekî kesê herî zêde nêzî serkeftinê serokê niha û berendamê partiya desthilatdar Partiya Golkarê Habibie heye, lewre tê gotin ku artêß li pißt wî ye. Li hemberî wî Xanim Megawatî Sukarnoputrî heye. Sukarnoputrî keça serokê ku bi derbeyeke leßkerî ji ser kar hate dûrxistin e. Endonezya ji sala 1965'an vir de ji hêla dîktator Suharto ve hate bi rêvebirin. Amerîka vî welatî wekî hevalbendekî stratejîk dibîne, ji bo parastina berjewendiyên wê yên li herêmê û ji bo bisînorkirina hêza Çînê li herêmê. Li vî welatî hêz di destê artêßê de ye, lê pißtî sala çûyî Suharto, ji ber serhildaneke girseyî bêgav ma û dev ji serokatiyê berda, Habibie hate ser kar û mafê çarenûsiyê yê Tîmora Rojhilat anî rojevê. Li ser sedema vê yekê Serokê Endonezyayê Habibie dibêje: "Ez fikirîm, min got em li vê cihenema Tîmora Rojhilat çi dikin? Jixwe di nava sînorên me yên neteweyî de jî cih nagire". Horta di wê baweriyê de ye ku sedema bingehîn a guherîna helwesta Endonezyayê amborgaya li ser wê û qeyrana aborî ye. Di vê qeyranê de jî balê dikißîne ser rola IMF'ê û lewre jî bi awayekî henekî dibêje: "Dema me serxwebûna xwe bi dest xist, em dê navê Serokê IMF bidin kolanekê." [AW74B1] Dayika Hafiz Akdemir ßefkat Akdemir: "Ez û fotografên wan in" Hafýz Akdemir, rojnamegerekî kurd bû. 8 salan di zîndanê de ma. "Rehên wî li Xebat û Riya ßoreßê, darekî ter û taze/ Guliyên wî yên bi fêkî, bi ser Yeni Ülke û Özgür Gündemê de xwar bûne" Ev ßitla teze, roja 8'ê pûßperê sala 1992'yan li Taxa Mêrgehmedê li Kuçeya Ezîzoxlu ji binî ve hate qelandin. Di hênikahiya sibeheke havînê de, xwîna ciwanekî kurd dirije ser kevirên bazaltî. Lîlandineke zîz li kolanên Amedê yên labîrentî olan dide... Dayika Hafýz Akdemir ßefkat Akdemir, niha li Amedê li Taxa Mêrgehmedê di xaniyekî du qatî de bi tena serê xwe dijî. Ev serê 8 salan e ku bi tenê, ew û du wêneyên ßehîdan in. Dil dikim destê wê ramûsim. Dibêje: "Na. Ev wesîyeta Hefizê min e!" Pißtî çayekê, me xwe li rojên berê berda. Hûn dikarin hinekî qala serpêhatiya xwe û malbata xwe bikin? Em ji gundê Sîsê bi ser Liceyê ve ne. Çar qîzên min çêbûn lê hîna jî tu kurên min tunebûn. Paßê, Xwedê du kur dane me. Baqî û Hefiz. Me ew pir bi delalî, bi ßîr û ßekir mezin kir. Baqî û Hefîz li nav malê rojekê li hev nexist. Der û cîranên me jî ji wan pir razî bûn. Dema ew biçûk bûn, me koçî Diyarbekirê kir. Pißtî ßeß mehan jî me berê xwe da Mêrsînê. Em pênc salan jî li Mêrsînê man, paßê em dîsa vegeriyan Diyarbekirê. Baß e. We çawa tê derxist ku bi karê siyasetê ve mijûl dibin? Wan li malê qet qala siyasetê nedikir. Pêßî Baqî û hevalekî wî diketin odeyê û li dora du seatan tê de diman. Me digot qey li dersa xwe dixebitin. Carina ez diçûm odeyê, ji gotinên wan xuya bû ku wan qala siyasetê dikir. Rojekê, bavê wan qutiyek boyax kiribû, da ku em pê derî û pacan boyax bikin. Wê rojê Baqî destê sibe hate malê. Hemû laßê wî di boyaxê de mabû. Kete serê sibe, îcar bekçî (notirvan) hate mala me û got: "Îßev lawê te û hevalên wî li ser dîwaran slogan nivîsîn. Baqî demançe li min kißand." Paßê, dema çûme kuçeyê, min bi çavên serê xwe ew dîtin, heta Kibris Pasajî li ser hemû dîwaran boyaxa me hebû. Pißtî vê, min çû Baqî hißyar kir û gotê: "Ewa, ewa...!" Wî jî got: " Wus be. Jixwe min ji bekçî re gotiye. Ku tißtek were serê me, ew dê bê kußtin." Hefiz jî, carekê min mêze kir ku deh panot pê re ne. Ez li dora wî ketim û min zor dayê. Paßê got: "Ev pere ne yên min in. Me ji partiyê re berhev kirine." Wê demê hemû talebe di nava siyasetê de bûn. Baqî û Hefiz ji KUK'ê bûn. Tesîra we an a bavê wan li ser wan zêde bû? Ji min ditirsiyan lê ji bavê xwe na. Ew bi ku ve biçûna, ez li pey wan bûm. Min nedihißt ew bi cihekî ve herin. Li Mêrsînê ez carekê pê hesiyam ku çûne sînemayê. Ez çûm, min ew ji sînemayê derxistin û birin malê. Min têr li wan xist. Carekê jî Baqî mekteb li erdê hißt û reviya çû Stenbolê. Em bi pey wî ketin, me ew li Stenbolê zeft kir û anî. Baqî du caran çû Îranê û vegeriya. Lê cara sisiyan çû û êdî venegeriya. Ev bîst sal in Baqiyê min winda ye. Carekê jî Hefiz li dora neh mehan winda bû. Xeber ji me re hat ku, ew û neh hevalên wî li ser xetê hatine kußtin. Em çûn hidûdê Îraqê. Ji me re hate gotin ku deh heb talebe di Çemê Xabûrê de xeniqîne. Em hatin me ßîna wî danî. Pißtî neh mehan derket hat. Hefiz salek li pey windabûna Baqî hate girtin. Hafiz çawa hate girtin? Hafiz, notekê dide hevalê xwe, da ku bigihîne Îranê. Ew not, di nava pakêta cixara hevalê wî de tê girtin. Ew jî navê Hafiz dide. 27 rojan îßkenceyên xedar lê kirin. Heßt salan di zîndanê ma. Çavên min jê re birijin! Min got qey belkî ezê wî xwedî bikim... Cara pêßî tu li ku çûyî dîtina wî? Wê çaxê li Hepsa Diyarbekirê bû. Esker jî bi wan re diketin hevdîtinê. Eskeran nedihißtin ku em tißtekî ji wan re bibin. Ji min ßimikek xwest, lê nehißtin ez ßimikê bidimê. Rojekê ez çûm hevdîtinê ku zer bûye, eynî wekî ßima. Paßê ez pê hesiyam ku ketine greva birçîbûnê. Paßê li Eskißehirê 52 rojan di greva birçîbûnê de ma. Me digot ew êdî nafilite. Dema çûn hatina zîndanê we kî nas kir? Niha piraniya wan nayên bîra min. Mehdî Zana û jina wî. Silhedîn (Bulut) We û Leyla Zana çawa hevdu nas kir? Li ber Hepsa Diyarbekirê. Leyla pir jêhatî bû. Carekê li Eskißehirê Leylayê gelekî dijmîn (çêr) ji eskeran re da. Tißtek ji wan re nehißt. Min destê xwe da ser devê wê û gotê: "Keçê bisekine! Wê a niha îß bînin serê me." Lê ew nedisekinî. Çêbû. Têkiliya Hafiz û rojnameyê çawa çêbû? Wê demê Leyla Zana li Yeni Ülkeyê dixebitî. Leylayê ew biribû rojnameyê. Paßê bi telefonê gef lê dixwarin, ew çavtirsandî dikirin. Ji min re got: "Segê bi hewte hewt dev li mirov nake" Hafýz guh nedida wan. Paßê cardin bi telefonê jê re gotibûn: "Dora te jî hat!" Li beriya wî li Batmanê Cengiz (Altun) hatibû kußtin. Roja ku hate kußtin, xew lê herimîbû. Serê sibê rabû û got: "Dayê, min kir nekir îßev xewa min nehat." Niha ez bi tenê me li vê mala xopan. Ez û fotografên wan. Ez hingî geriyam, çavên min jî ziwa bûn. Ew hevalên ku me berê hevdu nas dikir, niha kes kesî nas nake. Ez tik û tenê mame. Ez û ev fotograf in...! Demekê bêdeng dimîne. Paßê bi dengekî zîz vê dinewhirîne: Fakulta mîrat bißewite bi ßibak e. Berf û baranê lê kiriye qet venake Derman li birîna Hefiz'm nayê qet lê nake Tabûta Hefiz'm ji darê zêrhel e Min ßande Liceya mîrat nav mezel e Qurban bim, heft sal e ne kaxiz e ne xeber e [AW74B2] DÝFOG çanda qedîm a suryaniyan raxist ber çavan Li Hîndîstanê û li OHAL'ê wênekêßî ne yek e Koma Wêneyan a Amedê (Diyarbakýr Fotoðraf Grubu) DÝFOG; li Stenbolê, li Wênegeha-Fujifilmê, bi navê "Anadolu'nun Solan Rengi: Süryaniler" (Rengê Anatoliyê yê ku Diçilmise: Gelê Suryanî) pêßengahek saz kir. Di vê pêßangehê de rewßa Sûryaniyan tevî zenaatkariya kevirîn, serafî, mîmarî, telkarî û jiyana çandî, bi dîmenên balkêß li ber çavan tê raxistin. Koma ku ji Zülküf Çobanoðlu, Selahattin Doðan, Hüseyin Elçi û Özgür Nizam pêk tê, demekê berê pêßangeha DIA'yê ku ji heman wêneyan pêk dihat, di çalakiya "Ýstanbul 3. Saydam Günleri" de pêßkêßî dêhn û bala wênehezan kiribû. Me li ser pêßangeha ku 15'ê gulanê dest pê kir û dê heta 4'ê pûßperê bidome, bi Hüseyin Elçi û Özgür Nizam re, der heqê xebatên DÝFOG'ê û çend xalên din de gotûbêjek pêk anî. Di destpêkê de me xwest ku ew ji me re behsa avakirina DÝFOG'ê bikin. Hüseyin Elçi wiha dibêje: "Berê her yekî ji me kar û barê xwe bi serê xwe dikir. Li hêla din me bala xwe didayê ku li gelek bajarên biçûk jî komên fotografan hebûn, lê her çiqas Amed bajarekî kevnare û çandê ye jî ne kom û ne jî saziyeke bi vî rengî hebû û wekî pêwîstiyekê di berfanbara 1996'an de DÝFOG ji hêla me 4 kesan ve hate damezirandin." DÝFOG'ê, pêßangeha xwe ya yekemîn bi alikariya "Diyarbakýr Tabib odasý"yê bi navê "Fotoðraflarla Güneydoðu" di sala 1997'an de li Amedê pêk anî. Elçi û Nizam diyar dikin ku pißtre heman pêßangeh li bajarên Batmanê û Cizîrê pêk hatiye ku pißtî salên 1980'yî cara yekemîn li van bajaran pêßangehên bi vî rengî pêk hatine. Özgür Nizam radigihîne ku wan her çiqas hewl dabe ku pêßangehê li Amedê, li salona Dêra Meryem Ana ya Sûryaniyan vekin jî walîtiya Amedê rê nedaye vê yekê. Hüseyin Elçi, helwesta rayedaran û hin saziyên wekî TÜRSAB'ê, ya li dijî çalakiyên çandî li herêma kurd, rexne dike: "Qaßo TÜRSAB (Yekîtiya Acenteyên Seyahatê ya Tirkiyeyê) dixwaze herêmê ji tûrîzma derve re veke. Tu dev ji tûrîzma derve berde! Pêßî tu rê ji tûrîzma hundirîn re veke bes e! Bihêle bila însan bikaribin kameraya xwe bixin stûyê xwe û çanda xwe ya kevnare û pîroz bibînin û ji nifßên nû re nemir bikin!" Özgür Nizam, pirsa me ya bi rengê: "Derbarê Sûryaniyan de, ev 3 sal in ku we berê objektîfên xwe daye gel û çanda navborî. Gelo di vê pêvajoyê de zehmetiyên ku we kißandin çi bûn?" wiha bersivand: "Li OHAL'ê ango li herêmeke ku rewßa awarte lê heye, tu rabî tißtekî ji rêzê jî bikî, ew dibe tißtekî sosret û awarte. Di stûyê te de makîneyên fîlman hebe, ev tißtekî xerîb û ecêb e. Rasterast hin rayedaran digot: 'Here li Antalyayê wêneyan bikißîne, çima tu naçî wêneyên Efesê nakißînî? Li vê derê çi karê te heye?' Gelek caran tu bi eskortên leßkerî dikevî nava gund. Tu nikarî li gund tißtekî bi wan gundiyên belengaz re parve bikî. Gundî jî mafdar e, dibêje: 'Gelo ez çayekê an qehweyekê bidime wan dê ev fermandar çi bîne serê min?' Pirsgirêka bingehîn ev e. Ji bo ku mirov rewßa heyî analîz bike û bersiva vê pirsê bide, divê mirov li wê cografyayê bijî. Li Hîndîstanê û li herêmê wênekêßî ne wekî hev e." Gelo nêzîktêdayîn û nêrîna gelê suryanî çi kesên ji rêzê û çi jî derdorên olî, li hemberî xebatên DÝFOG'ê çawa bû? Elçi û Nizam der barê vê yekê de di heman baweriyê de ne: "Gelê sûryanî rasterast xwe nade ber xebatên wiha. Rewß ji bo derdorên olî kambaxtir e. Di nava Deyrûlzehferan û Manastira Mor Gabrîelê bi xwe de jî dîtin û ramanên cuda hene. Di warê kißandina wêneyên avahiyên olî de astengî dernakevin, lê dema ku me dixwest dêr û sûryaniyan bi hev re bikißînin, wê gavê pirsgirêk derdiketin. Bawer bikin heta ku ev xebat nehatibû vê radeyê, ji gelê sûryanî bigire heta derdorên olî bi awayekî gumanbar li me mêze dikirin. Ji wan kirî emê wêneyên wan bi awayên nehênî bi kar bînin. Kesên li wir dijîn jî, kesên ku qaßo wan kesan diparêzin jî, ji fotografan ditirsin!" Hüseyin Elçi, ji bo eleqe û nêrîna gelê sûryanî ya li Stenbolê jî bi awayekî sîtemkar û nerazî wisa dibêje: "Di pêßandana DIA'yê ku me berê di festîvala '3. Saydam Günleri' de pêßkêß kiribû tevî ku du rojan jî pêk hatibû, digel vexwendina me Metrepolît Yusuf Çetin beßdar nebû. Îro jî em ketin hefteya xwe lê mixabin tevî ku me dawetname jê re ßand, hê jî nehatiye. Lê li hêla din Metrepolîtê Deyrûlzehferan Birêz Samûel Aktaß bi peyama xwe beßdarî galaya me bû û kêfxweßiya xwe anî zimên. Mixabin tevî ku 15 hezar sûryanî li Stenbolê dijîn, ji wan bêhtir mêvanên me bi gißtî kurd bi xwe bûn. Dêrê destûr neda ku em afîßên xwe bi dêrê ve bikin. Kesên ku xwe wekî asûrî dibînin bi awayekî germ hatin pêßangehê lê kesên ku xwe wekî sûryanî dibînin ku bi tenê aliyên wan ên olî derdikeve pêß, xwe ji me dûr girtin. Hüseyin Elçî diyar dike ku ev cara yekemîn e li Tirkiyeyê xebateke bi vî rengî ku navê asûriyan bi xwe lê hatiye kirin, pêk hatiye. Ew dide zanîn ku gelek derdoran xebatên wiha kirine, lê bi navên veßarî û ji bo xizmeta hin kes û saziyan. Ji bo pêßerojê plan û projeyên DÝFOG'ê jî Elçi van tißtan dibêje: "Me dil heye ku em pêßangehê li seranserê Anatoliya û Ewrûpayê pêßkêß bikin. Li hêla din di rojên pêß de me dil heye ku belgesela êzîdiyan çêbikin. Lê ji bo vê yekê jî pêwîst e em xebatên xwe li Rojhilat û Baßûrê Kurdistanê bidomînin. Hüseyin Elçi û Özgür Nizam diyar dikin ku heger bibe qismet ku rojek were û ew li bajarên wekî Silêmanî, Mehabad, Zaxo, Kirmanßah û hwd. objektîfên xwe bixebitînin, ewê li rûyê dinyayê bibin mirovên herî dilßa. Gelo ji bo van her du ciwamêran pîrê fotografê kî ne? Hüseyin Elçi di cih de dibersivîne: "Ara Güler!" Wekî din?: "Çerkez Karadað û Adem Sönmez" Ew diyar dike ku Adem sönmez bi salan e ku li Mûßê wêneyên gelek hêja diafirîne. Em dixwazin wekî gotina dawî nêrînên wan bigirin. Özgür Nizam bi taybetî dixwaze spasiyên xwe pêßkêßî Turgut Alaca bike ku bi sponsorî, alîkarî û pißtgiriya wî ev pêßangeh vebûye. [AW74B3] Diya min xezaleke çavßîn e Qeramûßk ßevek xeniqok bi xumam devgirêz baraneke xûnavî hêminî lê xapînok bajarekî serberdayî, lewre bajarekî feßkilî di mazûbaniyê de ye kelogirî bûne sikak dîwar kelogirî ne taq di rehên min de digevize êß qeramûßkan dide mêjiyê min devgirêziya ßevê dikeve mazatekê xwîn di pêßbaziyeke bêtixûb de erzan navran qetiyayî, bê ronî ezman her stêrkek bûye qijnikek bêtefsal li canê min di mijandinekê de ye pizikek bi elem e ßev bajar pengavek gemarî di çavan de ßan tarîtî birîn di kewandineke xwêdayî de ye û tenêtiyek bêderfet pißka min berbang di pêwreke neçarî de ye Lo bira tu guh nede zimên ziman bê hestî ye dizivire bê destî ye tu guh bide dil dilê bi kul dilê tenê û reben xwezî zimanê dil hebûya xwezî ew biaxiviya tenê carekê lê azad! Tol Karxezala xem kißandin kusiya xwe xemilandin jiyan nema em rawestin ji ber destê van neyaran ji ber destê van xwînxwaran dinya hemû li me har in wekî gurê devkevjal in em mane bê dost û yar in ji ber destê van neyaran ji ber destê van xwînxwaran em aßtiyê pêßkêß dikin gelan hemû yek dibînin ew direvin, wek xenzîr in zeman xirab ji neyaran zeman xirab ji xwînxwaran ew bê soz in, bê peyman in Welatê Rojê talan kirin kes nebê ew însan in ji ber destê van neyaran ji ber destê van xwînxwaran xwestin Rojê tarî bikin çavê xwe wê birijînin ßervanên kurd tolê hiltînin ji neyaran, ji xwînxwaran Diya min xezaleke çavßîn e Lelê, ciya min î herêmî; hûn wê nanasin dibe ku jî hûn dinasin, dibe ku wê hûn jî anîne ji ber ku diya min pirjimarî ye ji çaxên Arî ye diya min xezala çiyayên Pinyanißî êgir bi avê venamirîne bi tenê ez dibînim ji zarokatiya xwe û vir ve Zerdeßtê ku di nava wê de diçirûse diya min xezaleke çavßîn e bi hezaran sal in diçe ber avên binefßî lê didin nêçirvanên dîroknûs û wê diyalektîkê dinivîsin li çêrm: Em hatin û çûn Ew çerm li vê derê ye Kawa Nemir Di sermê de gerokekî efsûnan berf û pûk destên xwe di bêrîkên xwe de serê xwe di nav milên xwe de vedißêrim xwe diqurnisînim bê serê xwe dimeßim bi dilê te digerim dilê min heye ku, cixarakê vexwim qeßmerê bê nahêle ez vexwim lê di dadanê de ji ba dijwartir derdikevim îcar dil dikim ku di binya berfê de straneke spî bêjim lê li ser pißta quzulqurta cixara min a ji muzîkê hez nake, kab nayê avêtin guh nadim sermê ji bo têxim nav tiliyên xwe cixarê destekî xwe erzan difiroßim berfê û li dûrî te bi dengekî nîvî jê kuxik straneke bi tîn û karîger li ser te û xwe dibêjim tu dixwazî ji te hez bikim divê tu hez mekî ji min ezê navê te bi kêrê li avê binivîsim Rênas Jiyan Bê lome be erê derengiya qeßeng tu çi bibêjî, tu çi bikelimî erê erê ji hemû nifirên giran re min li ser serê xwe qebûl e hemû terikandinên te li ser van "ewrên destbixwîn" ji ßûre celadan re dibin desmal bextewariyên min çavsoriyên te ên bi çavreßî di noqa hêviyê min de cit bûne li vî bajarî ji mêrantiyê ketine sêwîtiyê min nema li dawa evînên min dikevin mîza ewledan û tu li min û bavê min heram dibe li van deran bê lome be [AW74B4] Çîroka xwediyê ßûrê giran, Hemzeyê Pêlewan (Botan) Heçî Hemzeyê Pêlewan bû, xwediyê ßûrê giran bû. Hemzeyê Pêlewan heta bivê, mêrekî bi bejn û bal û mêrekî cengawer bû. Ne ßûrê tu kesî wekî yê wî xweßik bû, ne jî giran bû. Dema ku Hemze çûbû nêçîrê, çi sewal ji ber rabûya, felek jî bavê wê bûya, ji ber Hemze felata wê nebû. Porekî reß li ser Hemze bû. Porê xwe bi paß de dißekinand, çavên wî yên reß û belek di bin herdu birûyên reß û stûr de di dibiriqîn. Aniya wî wekî heyva geß spî dikir. Jixwe dema ku ew simbêlên reß badidan a xaliqa te got qey mêr li darê dinê hebe hebe Hemzeyê Pêlewan e. Hemzeyê Pêlewan ku ne ßal û ßapikên ßirnexî bûna, tu cil li xwe nedikirin. Temenê Hemze gihabû çil salî, lê hê ew nezewicîbû. Bi serê hemû ßêx û mißayixê welatê Bota sond xwaribû ku bi tu keçê ßîrê mirovan mêtî re nezewice. Hevalekî Hemze hebû. Hevalê Hemze jê pirs kir: "Ya Hemze tu ew qasî mêrekî bi bejn û balî û bejn û bala te li hevhatî, tu hew qasî cengawer, çima tu nazewicî?" Hemze dibêje: "Ya kekê min î hêja û delal, tu jî zanî, heçû mirov in ßîrê xav mêtîne. Ji ber vê yekê baweriya min bi keçên ßîrê xav mêtî nayê". Wê gavê Hemzeyê Pêlewan û hevalê wî Tajdîn, li ber tavkê rûnißtibûn. Xezalek li hewßa Tajdîn ji xwe re diçêrî. Hemze; 'Ya kekê Tajdîn niha ev xezal li hewßa te çi dike? Ka îßev bi gurêne, em ji mêj ve neçûne nêçîrê, me bêriya goßtê xezalan kiriye.' - Kekê Hemze heçî tu wî, tu ji min darê dinê çi bixwazî ez nabêjim na, lê heçî ev xezala hanê ye, wê dayiktî ji keça min re kiriye. Dema ku keça min hate dinê, ji dermana re jî, ßîr li diya wê nebû. Vêca vê xezalê keça min bi ßîrê xwe xwedî kiriye. Ez dê çawa wê bigurênim? - Kekê Tajdîn, a te got li ser serê min û çavê min, lê ez li ezmana keçeke wekî ya te digeriyam, va ye min li erdê dît. De ka bêje kekê Tajdîn, tu ji vê gotina min re çi dibêjî? - Vêca kekê Hemze ev jî ne ya gotinê bû? Ez bi serê Xanî Baba sond dixwim ne keçek, tu bêjî heft kuran ji min re bigurêne, ezê bigurênim. Bila ya tu bixwazî keçek be. Heçî keça Tajdîn bû, ji birêketina xwe û heta dozdeh saliya xwe qevzek pißt derê hewßa xênî neavêtibû, her û her an di xênî de bû, an jî di hewßê de ji xwe re dileyist. Hemzeyê Pêlewan rabû ew keçika dozdeh salî û qet dinya nedîtî, li xwe mahr kir. Navê keçikê Xecê bû. Hemzeyê Pêlewan bi her du çepilên Xecê girt û danî ser pißta hespê xwe yê rewan. Çû xatir ji hevalê xwe yê dilsoz Tajdîn xwest û li hespê xwe siwar bû. ßivek li kemaxa hespê xwe da û hespê wî bi çargavkî berê xwe da çiya. Çiyano hûn çi çiya ne? Pala wan li hev e. Tu dibêjî qey ser û binê van çiyayan nîn e. Li milekî Çiyayê Cûdî bi hemû bilindahiya xwe û xweßikbûna xwe her û her li Silopî û li Cizîra Botan dimeyzêne, li milê din Çiyayê Dêra, Çiyayê Gabarê û Çiyayê Bizêna hene, çiya ji dar û deviyan ji daristanan bihara kesk dikin, li van çiyan tu ji dilê xwe re li çi dar û tebayî bigerî tuyê bibînî. Te guwîz bivên, hejîr, tiriyê teywî, zeytûn, sêv, berû, guhîj, inab, kezwan; ma çi û ne çi heta te bivê, dar û team di van çiyan de hene. Hemzeyê Pêlewan çû çû di nav wan çiyayan de rawestiya. Rabû ji dest û dilê xwe re qesrek çêkir. Hemze her roj diçû nêçîrê. Carinan Xezal dikußtin, carinan jî kew. Çi biketa ber, lê nedibihurî. Wê êvaran tifaqa êgir tijî qurmên berûyan kiribana û goßtê xezal û kewan qulubandibana vî aliyî û aliyê din. Heta ku goßtê wan sor bibûya, vêca wê goßtê xwe bixwarana û dest kêf û henekên xwe bikirana. Hemzeyê Pêlewan hingî ji pîreka xwe hez dikir. Li ku dera herêma Botan piçek hine hebûya, wê biçûya bianiya, di porê pîreka xwe bida. Dîsa rojekê Hemzeyê Pêlewan diçe nêçîrê, pîreka wî Xecê jî xwe di Çiyayê Bûnisra de berda hate ser Borê Zêwê. Borê Zêwê ji nav dilê Çiyayên Botanê diherike, di çiyayan de her û her bi gumîn û xußînî diherike û li himber Bafê tevlî Çemê Dîcle dibe. Xeçê kinc û qepalê xwe ßûßtin û danê tavikê, kinc û qepalê wê ziwa bûn. Paßê rabû destmala li ser serê xwe danî erdê û hinek av bi xwe de kir. Sabûna kizwana bi porê xwe ve bir û anî, bir û anî heta porê wê baß kef da. Rahißte ßehê xwe û hêdî hêdî porê xwe ßekinand. Çika ku ßeh diavêt serê xwe, mûyê porê wê dihatin xwarê. Pene ya xaliqo tu li porê Xecê dinêrî, tu dibêjî qey ji têla qeseb e. Poreke sohr û zereve, li ser serê Xecê hebû. Ew porê Xecê yê weßiyayî biber ava Borê Zewê ket û heta giha Çemê Dîcle. Çemê Dîcle ew por li ber xwe bir û bir heta gihande Cizîra Botan. Heçî kurê mîrê Cizîra Botan bû, xortekî heta te bivê bi bejn û bal bû. Kurê mîr jî rojekê ji rojan çûbû ber Çemê Dîcle. Navê kurê mîr, ßêro bû. ßêro lingên xwe rût kiribûn, berdabûn nav ava çem. ßêro halo meyizand ku tißtekî sor û zereve li piyên wî hebilî. Ji xwe re got 'a xaliqo ev çi ye?' ßêro rahißte porê Xecê û saetekê lê meyizand tißtek jê fêm nekir. ßêro rabû ew çend mûyên porê Xecê xistin bêrîka xwe û li hespê xwe siwar bû û bi çargavkî hespê xwe ber bi Birca Belek ve da bazdan. ßêro ji hespê peya bû û bi lez çû cem diya xwe got: 'Dayê dayê de ka meyzêne ev tißtê hanê îro min ji çem derxist, ka were lê meyzîne ev çi tißt e? 'Dayik bi qurban te çi dîtiye?' Diya ßêro li por meyizand meyizand, gote 'kurê min bi cidê bavê te kim, ev ji porê pîrekekê pê ve ne tißtek e. ßêro got: Yadê! Xwediyê vî porî li ku derê be divê ez wê ji xwe re bînim. - Ohhhh kurê min kîîîî zane, xwediyê vî porî li kîjan gund û bajarê Kurdistanê dijî. - 'Naaa bi erd û ezman sond dixwim, heta ez wê keçikê nebînim wê nekim pîreka xwe, tebat li canê min nakeve.' ßêro rabû bang kir daholvanekî, gote 'tê heta êvarî bang hildêrî û tê bêjî çi zanyar û sêhrebend di nava Cizîra Botan de hebin, bila werin koßka mala mîr.' Di nava kolan û kuçeyên Cizîra Botan de bû dinge dinga daholê. Dengê daholê li çiya diket û careke din li Cizîrê vedigeriya. Daholvan dengê xwe berda û hey berda: 'Hey hêêê kurê mîrê me emir daye, gotiye heçî zane û sêhreband be, bila were koçka me. Heçî kesê here ew dê were xelatkirin.' Li nava Cizîra Botan çi zanyar û sêhrebendê heye, li mala mîr kom bûn. Hemûçikan yekoo yeko li porê Xecê meyizand lê ji xeynî pîreke sêhrebend, tu kesî ew por nas nekir. ßêro got: 'Pîrê ev por porê kê ye û ji ku hatiye?' - Hûûûû kurkê min, wele weke ku dibêjin xwediyê vî porî di nava çiyayên Botanê de dijî. Pîrek xwedî mêr e û weke ku dibêjin pîreka Hemzeyê Pêlewan e. ßêro got: "Pîrê ez nizanim, ew pîreka dêwê heftserî jî be, divê tu herî wê ji min re bînî." Pîrê got: 'Kurkê min welehî ya tê dila, hemû cara neyê mila. Lê ezê xwe biceribînim. Heke min xapand, ji stûyê min weke mûyê li ber ßûrê te zirav e.' Pîrê rabû daw û delingên xwe hildan, kopalê xwe kire destê xwe û berê xwe da çiya. Pîrê ji pira Cizîrê derbas bû û ber bi çem û berçem hêdî hêdî, bi rê de çû. Pîrê çû ji Ava Rûsor derbas bû û di wir re çû ber ava Borê Zêwê. Vê carê pîrê kete ber Borê Zêwê û bi çiyê ve hilkißa. Pîrê hilkißiya û hey hilkißiya, heta giha serê Çiyayê Bûnisra. Pîrê li serê çiyê rûnißt û bêhneke kûr kißand. Pîrê westiyabû. Ji xwe re got li min totakê çi karê min li serê van çiyayan hebû. Vê carê jî gotinên ku kurê mîr jê re got, hatin bîra wê û got ma karê sêhrebenda çi ye? An fesadî ye, an jî derxistina ßer û pevçûna ye. Pîrê rabû ser xwe û halo li dor aliyên xwe meyizand û dîsa ji xwe re minminî. Ya xaliqo te çiqasî dinya xweßik afirandiye. Çemê Dîcle weke marekî kesk kesk e, stûr û dirêj xuya dikir. Pîrê hêdî hêdî çû ber deriyê qesra Hemzeyê Pêlewan rawestiya, Xecê jî li ser banê qesrê ji xwe re li deverên çiyayên Botanê dimeyizand. Xecê halo meyizand ku pîreke li devê hewßa qesra wan rawestiyaye. Xecê got; "Pîrkê te xêr e, qey te riya xwe winda kiriye, çi ye? - Erê keçkoka min, bi serê te yê ezîz kim, min riya xwe winde kiriye. Ez û hevalê xwe, em dê çûbûna hecê lê wan ez li paß hißtim û ji ber vê yekê min riya xwe xelitand. Ez li rasta te hatim. Xecê ku tu mêvanê Xwedê bihewînî, ez dixwazim çend rojan bimînim li mala we. - Pîrkê de ka tu li wir rûne, heta mêrê min were, ezê jê pirs bikim ku mêvandariya te pejirand, li ser serê min û bavê min bibe mêvan. (Dê bidome) [AW74B5] Gula Sor li bakur jî bißkivî! Kaseta Ciwan Haco ya bi navê "Gula Sor" ku berê li Ewrûpayê hatibû tomarkirin û belavkirin û bi awayekî korsanî ketibû mala gelek mirovên ji bakurê Kurdistanê, ji hêla fîrmaya Ses ve li Tirkiyeyê hate tomarkirin û kete bazara kurdên bakurê Kurdistanê. Helbesta ku navê xwe daye vê xebatê, ji hêla Qedrîcan ve hatiye nivîsandin û gelekî navdar e. Mirov dikare vê helbestê wekî helbesta pêßîn a kurdî ya ku bi ßêwaza serbest hatiye ristin, bi nav bike. Di helbestê de hêmayên xurt hene û newaya wê jî xweß lê tê. Gelek stranên di vê kasetê de li nav ciwanên kurd belav bûne û ji hêla wan ve hatine jiberkirin. Digel stranên gelêrî yên mîna "Bêrîvanê", "Lê Dînê", stranên di çêja stranên gelêrî de ku ji hêla hunermend bi xwe ve hatiye afirandin jî hene. Di vî warî de mînaka herî darî çavan, strana bi navê "Yêrîvan" e. Her wiha di kasetê de hinek helbestên Cîgerxwîn ên mîna "Pir xweß e" û "Hevala evîndar" jî hatine binewakirin û wekî stran hatine pêßkêßkirin. Tomarkirina berhemên wiha ku êdî di civaka kurd nemaze ciwanên kurd, de wekî klasîk têne dîtin mirovan kêfxweß dike. Lê divê qelîteya deng a kasetan hê jî baßtir be. Di berga kasetê de cihdayina gotinên stranan di warê pêßketina xwendina kurdî de gaveke erênî ye. Dîsa helwesta ku jînenîgariya Ciwan Haco bi kurdî û îngilizî daye jî ßayanî pesnê ye. [AW74B6] Hejmara biharê ya Bîrnebûnê derket Kovara kurdên Anatoliya Navîn Bîrnebûn, a werza biharê bi nivîsên tirkî û kurdî derket. Hemû nivîsên di kovarê de li ser çand, ziman û dîroka kurdên Anatoliya Navîn in. Di pêßeka kovarê de pêßî li ser naveroka kovarê agahî tên dayin û pißtre jî li ser dîlketina Serokê Gißtî yê PKK'ê Abdullah Öcalan tê rawestandin. Li ser vê bûyerê hatiye gotin ku gelê kurd yekîtî û helwesta xwe ya li dijî vê bûyerê nîßan daye û ewê teqez bi ser bikeve. Nivîsa yekemîn li ser helbestên Osman Alabay e ku bi navê Curukî navûdeng daye. Di vê nivîsa ku ji hêla Dr. Mikail ve hatiye amadekirin de li ser têkoßîn û helbestvaniya Curukî hatiye rawestandin û hinek mînak ji helbestên wî hatine pêßkêßkirin. Ji helbestên wî yên ku bi ßêwaz û zimanê gelêrî hatine rêstin de, evîna welêt û doza neteweyî difûre. Nivîsa duyemîn bi tirkî ye û ji hêla lêkolîner Mehmet Bayrak ve hatiye nivîsandin. Bayrak di nivîsa xwe ya bi navê "Binboðalar'da Kürt ßarkýlarý (Binboxayan stranên kurdî) de li ser çanda kurdî û dîroka pißaftinê agahiyên balkêß dide. Di dawiya nivîsê de ji stranên kurdên Anatoliyê çend mînak jî hatine pêßkêßkirin. Nivîseke balkêß a vê hejmarê jî, nivîsa li ser kurdên dimil ên li Aksarayê ye. Di vê nivîsê de li ser zaravayê dimilî yê ku gelê herêmê pê dipeyive jî agahî hatine dayîn û çîrokeke gelêrî jî hatiye derpêßkirin. Ji bilî van nivîsan gelek nivîsên çandî- lêkolînî û hevpeyvînên bi kesên cur bi cur re hatiye kirin di nava rûpelên kovarê de balê dikißînin ser xwe. Ev kovar ji bo mirovên ku dixwazin kurdên Anatoliyê û çanda wan binasin gelekî pêwîst e, lê mixabin ji ber ku kovar li Swêdê tê weßandin, bidestxistina wê nehêsan e. Divê berpirsên kovarê têkiliyên xwe di vî warî de xurtir bikin û zêdetir giraniyê bidin belavkirin û nasandina kovarê. [AW74B7] Çend pêkenok ji xerîbiyê Balinde Du faßîst di rê de diçin. Balindeyek di ser wan re derbas dibe û bi ser serê yekî ji wan de dirît. Yê din ji hevalê xwe re dibêje: - Bilezîne, hinek av bîne da ku ez bißom. - Eeh, ehhh, fêyde nake, balinde çû jî. Rewßa du girtiyan Du girtiyên tirk her êvar nifteyên girtîgehê didizin, derî vedikin, û bi ßev diçin ji xwe re digerin û beyaniyê (serê sibeyê) vedigerin girtîgehê. Lê êvarekê, yek ji wan, ji yê din re dibêje: - Tu dizanî, bi Xwedê îßev em nikarin biçin gera xwe! - Çima? - Tu dibînî, îro dergehvanan ji bîr kiriye ku derî bigire! Hûn hemû serxweß in Mirovek li meyxaneyekê ye û ji yekî dipirse: - Tu dikarî, ji kerema xwe re, bibêjî ka saet çende? - Diwanzdeh kêm pênc deqîqe ye. - Eeh, dixuye ku hûn hemû serxweß in. Vaye ji êvarê heta niha min sê caran saet pirsî û carekê jî bersiv ne mîna cara din e! Tirkek li muzeyê Li muzeyekê tirkek rêber e. Mêvan tên wir û ew jî dest bi danasîna dînazoran dike: - Komhestiyê vî tîranozor rexî 80 mîlyon û 12 salan kevn in. Ji mêvanan hinek heyirî dimînin ku çawa bi dîroka dînazoran dizane û yekî ji wan dipirse: - Çawa, tu dîroka dînazoran dizanî? - Belê, belê çawa ez nizanim. Dema ku ez hatim vir, ji min re hat gotin ku ev tîranozor (dixwaze bibêje dînazor) 80 milyon salî ye. Û va ye ez 12 sal in jî, li vir im. Ango 80 mîlyon û 12 salî ye! Rêwîtiya bi trênê Zilamek bi trênê diçe mala hevalê xwe. Di mala hevalê xwe de ji hevalê xwe re wiha dibêje: - Di trênê de çavên min zivirîn û serê min êßiya. - Çima? Ma dengê trênê nexweß bû? - Na, lê pißta min ketibû aliyê çûnê. - Ma tu kesî nehißt ku tu cihê xwe pê re biguherînî? - Çawan minê bikariya biguheranda. Di vagonê di ji bilî min kesekî din tune bû. Nizane mirî ye, yan sax! Hevalekî du kesên tirk dimire. Her du li ser dipeyivin: - Tu dizanî gelo dema ew mir, razayî bû? -Sed heyf û mixabin ku ew heta niha jî nizane ka mirî ye, yan sax e! Tor çi ye? Yek ji yekî din dipirse: "Tor çi ye?" Yê din bersivê didê: "Komek nanên ku bi hev ve bi bendan hatine girêdan e". Li hewa biçûk dibin Du tirk li balafirgehê ne, yek ji yê din dipirse: - Ez qet fêm nakim ka çawan ev balafirên ewqas giran û mezin, dikarin li hewa bifirin. - Ew tißtek pir basît e. Li hewa ew pir piçûk dibin! Patat Mirovek dixwaze petatan bikire. Ji petatfiroß re dibêje: -Pênc kîlo petat bide min lê bira ne yên mezin bin, ji ber ku ez nikarim tißtên giran hilgirim. [AW74C1] Kongreya Neteweyî dawî li kompleksekê anî (Ev nivîs beßek ji peyama Mustafa Karasu ya bo Kongreya Neteweyî ye.) Ez îlankirina Kongreya Neteweyî pîroz dikim û we hemûyan bi rêz silav dikim. Berî her tißtî ez li ber ßehîdên me ku dibin sedema jiyana me û ßertên pêkanîna Kongreyê yên madî û manewî ji bo me pêßkêß kirine, bi rêz bejna xwe ditewînim. Di ketina sedsala 21'ê de, ji bo ku zaafa me ya neteweyî; parçebûyînê li paß dihêle, ez spasiyên xwe ji platforma kongreyê re pêßkêß dikim. Ez, Serokê Neteweyî ku hemû jiyana xwe ji bo çareserkirina pirsgirêka yekbûyîna me daye, sînorên di serê kurdan de ji holê rakirine û yekîtiya hemû kurdan afirandiye, silav dikim. Neteweya kurd di sedsala 20'an de, bi taybetî bi meßandina têkoßîna neteweyî ligel pêkanîna yekîtiya neteweyî, wekî neteweyeke bi hêz ber bi sedsala 21'an de gav diavêje. Gava ku mirov têkoßîna gelê kurd û zanîna neteweyî hilde dest, îlankirina Kongreya Neteweyî pêkanîna peywireke vemayî ye. Gelê kurd, bi ßerê çekdarî, serhildan û pejinkariya li hemû parçeyan û herî dawî jî bi dîlketina Serok Apo re, bi raperîna li hemû parçeyan, wekî fîîlî Kongreya Neteweyî pêk aniye. Em niha di serbilindiya fermîkirina kongreya ku bi awayê fîîlî pêk hatibû dijîn. Ev tißt gelekî vekiriye ku gava mirov rastiya kurdan bîne ber çavan, yekbûyîn bi xwe jî pêßketineke gelekî mezin e. Kongreya Neteweyî wê li kurdan; kurdên ku her dem di sendrom û kompleksa yeknebûyînê de ne, ji aliyê dêrûnî ve bandoreke gelekî mezin bike. Em bawer dikin ku Platforma Kongreya Neteweyî wê di bernameya Kongreyê de, asta ku têkoßîna neteweyî hatiye li ber çavan bigire û wê ji bo ku karibe bersivê bide daxwazên neteweyî xwe bikemilîne. Bo pêßketinên li hemû Kurdistanê û bersivdayina pirsgirêkên neteweyî, encax bi Kongreya Neteweyî pêkan e. Di vê dema ku ev peywir li ber me wekî jiyana me girîng e de, ligel vexwendinê beßdarnebûyîna hin rêxistin û ßexsiyetan, nêzîktêdayîneke li derveyî pêvajoyên dîrokî ye. Avakirina Kongreya Neteweyî di heman demê de ji bo birînên neteweyî jî derman e. Pißtî ku Kongreya Neteweyî ava bû, tu lîder û rêxistin bi hêsanî nikare ceger bike ku îxanetê bike û derkeve derveyî polîtîkayên neteweyî. Me di dîroka xwe ya neteweyî de cara yekemîn e, ku di vê astê de derfet û hêviya azadiya bi dest xistiye. Ev pêßketin ji bo mêtîngeran derbeke gelekî mezin e. Konrgreya Neteweyî dê raxe ber çavan ku kurd li Rojhilata Navîn neteweyek e û nikare bê înkarkirin. Ev Kongre dê têkiliyên bi gelên li Rojhilata Navîn dijîn re ku emê her dem bi wan re cîran bin, pêß bixe. Her wiha dê ji bo helwesta 35 rêxistinên ereb ku di dema dîlketina Serok Apo de nîßan da, bibe pißtgiriyeke berbiçav. Dê Kongreya me ya Neteweyî hemû nirxên dergûßa gel û olan Mezopotamyayê hembêz bike û wekî platforma herî demokratîk û dewlemend cihê xwe di dîrokê de bigire. Pêkhatina Kongreya Neteweyî li aliyekî em kêfxweß kirin û hêvîdar kirin, li aliyê din bi dîlketina Serok Apo em hemû bi guman in, hêzên mêtînger her dem xwestine serokatiyên me yên serhildanên neteweyî û rizgariya neteweyî qetil bike. Wekî Qazî Muhemmed, ßêx Seîd, Seyit Riza û li Baßûrê Kurdistanê ßehîd ßahab. Dewleta Tirk a mêtînger dixwaze Serokê me Apo jî idam bike. Ji bo ku em paßê poßman nebin û dilê me rihet be, divê em rewßa wî ya dîlîtiyê wekî dozeke neteweyî bibînin û ev divê wekî karekî bingehîn ê Kongreya Neteweyî be. Mercên maddî rê nedan ku em li Kongreyê amade bin, em bi vê mesajê hest, dilîn û ramanên xwe pêßkêßî we dikin. Ez wekî endamekî Kongreyê "Dixwazim Serok Apo, bo Serokatiya Kongreya Neteweyî bê hilbijartin." Ez îlankirina Kongreya Neteweyî dîsa pîroz dikim û di xebatên we de serkeftinê dixwazim. Bi rêz û silavên herî germ... [AW74C2] Dewleta tirk ßer bi tilyakê fînanse dike Dewleta tirk piraniya butçeya xwe li ßerê kirêt xerc dike. Li gorî raporên Înstîtuya Lêkolînên Aßtiya Navneteweyî ku navenda wê li Stokcholmê ye, Tirkiyeyê di navbera salên 1984-1995'an de 61 milyar dolar bi çekan da. Lewre jî Tirkiye di nava xêrîdarên çekan de, di sala 1994'an de di rêza yekemîn de ye, di sala 1995'an de dikeve rêza duyemîn û di sala 1996'an de di rêza 7'an de navê wê derdikeve pêßberî mirov. Serbalyozê Tirk Uluç Özülken ku di Wezareta Karê Derve ya Tirkiyeyê de ji têkiliyên duhêlî berpirs e û cîgirê ßêwirkar e, li ser vê mijarê van agahiyan dide: Pereyên ku Tirkiyeyê di 14 salan de li têkoßîna bi PKK'ê re xerc kiriye gihîßtiye 86 milyar dolarî, ev jî nêzî hemû deynê derve yê Tirkiyeyê ku mîqtara wî 92 milyar dolar e." Li gorî vî hesabî, di salekê de nêzî 7 milyar dolaran li ßer tê xerckirin. Dîsa Serokê berê yê Tevgera Demokrasiya Nû, Cem Boyner gotibû ji sala 1994'an vir de herî kêm salê 7 milyar dolar li ßer tê xerckirin. Li gorî gelek çavkaniyan jî ev pere zêdetirî 8 milyar dolarî ye. Li ser pirseke mebûsê RP'ê Azmi Ateß, Wezîrê Berevaniyê yê hikûmeta Refahyolê Turhan Tayan, dabû zanîn ku di sala 1996'an de çar fermandarên hêzên Artêßa Tirk (kuvvet komutaný) rojê milyonek û 250 hezar dolarî li ßer xerc dike. Li gorî daxuyaniya Tayan hêzên bejî rojê 400 hezar, jenderme rojê 80 hezar, hêzên hewayî jî rojê 50 hezar dolarî li ßer xerc dike. Dema mirov lêçûyinên Wezareta Karê Hundirîn û saziyên têkildarî ßer jî bixe nav vî pereyî, tê dîtin ku rojane 3 milyon û 750 hezar dolar li ßer tê xerckirin. Dewleta tirk bi deynan û zemê dixwaze kanên taybet pêk bîne û bi wan ßer fînanse bike. Lê lêçûyinên çek û ßer ew qas pir in ku ew nikare faîzê deynên xwe jî bide. Bo nimûne; di neh mehên pêßîn (rêbendan û rezber) a sala 1998'an de faîza deynên derveyî û hundirîn ên dewleta tirk gihîßtiye 5 katrilyon û 187 trilyon 400 milyar lîrayî. Li gorî vî hesabî dewletê di sala 1998'an de her meh 576 trilyon, her saet 800 milyar, her deqîqe 13 milyar, her saniye 222 milyar lîra, wekî faîza deynên xwe yên derveyî û hundirîn daye. Dewleta tirk ji ber van lêçûyînên erjeng serî li rêbazên nelirê dide. Di vî warî de sertorên ku pêßî têne bîra mirov; tilyakfiroßî, qumar, paqijkirina pereyên kirêt in. Li gorî agahiyên Bernameya Navneteweyî ya Bisînorkirina Karê Tilyakê ya Neteweyên Yekbûyî (UN International Drug Control Proramme-UNDCP) û Ajansa Astengkirina Karê Tilyakê (Drug Enforcement Agency) yên sala 1997'an pereyên ku salekê ji tilyakê bi dest dikevin 500-600 milyar dolar in. Pisporê Hesibandinê yê Lijneya Raçavkirinê ya Wezareta Maliyeyê ya Tirkiyeyê ßinasi Aydemir diyar kiriye ku ji vî pereyî para Tirkiyeyê 60 milyar dolar e. Li gorî gotina Serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê Mesut Yýlmaz, para Tirkiyeyê di qaçaxiya tilyakê de li cîhanê ji sedî 38, li Yekîtiya Ewrûpayê ji sedî 60 e. Di sala 1994'an de buhayê tilyakê ku ji Tirkiyeyê çûye Ewrûpayê, 50 milyar dolar e. Li gorî nirxandina pisporan heta sala 1984'an Tirkiye di karê tilyakê de wekî pir dihate bikaranîn, lê pißtî vê salê bû navend, ji ber ku di sala 1984'an de zagona diyarkirina çavkaniya serwetê ji holê rakiriye û êdî ji mirovên ku pere li bankayan radizînin, çavkaniya wî pereyî nehatiye pirsîn. Li gorî Midûrê ßaxa Malî ya Emniyeta Stenbolê Salih Güngör mîqtara pereyê kirêt ku li bazara Tirkiyeyê di danûstandinê de ye, di ser 100 milyar dolarî re ye. Her wekî tê zanîn para mezin a wî pereyî ji karê tilyakê hatiye, yê mayî jî ji fîdye û qumarxaneyan hatiye. Li pey gotina Güngör bi tenê ji paqijkirina vî pereyî wekî bedela vî karî 5-6 milyar dolar tê bidestxistin. Wezareta Karê Hundirîn a Tirkiyeyê dipejirîne ku Tirkiye bihußta pereyê kirêt e. Serokatiya ßaxa Têkoßîna Bi Sûcên Rêkxistî û Qaçaxiyê ku girêdayî Midûriya Ewlehiyê ya Gißtî ye, rêbazên paqijkirina pereyên qirêj wiha rêz dike: 1- Avakirina ßîrketên parawan. 2- Nivîsandina fatûrayên sexte û nepixandî. 3- Qumarxane û saziyên ßertdanînê.4-Bikaranîna kartên krediyê yên ji welatên ku penaha bacê ne. 5- Bi pereyê pêßîn kirîna tißtinan. 6- Pereyên li bankayên welatên biyanî wekî temînat nîßandayîn û bi vî awayî jî ji bankayên welatê ku lê dijî standina krediyan. 7-Revandina pereyan bo derveyî welêt. 8- Kirîna ewraqên nirxdar. 9- Sûdwergirtina ji xizmetên malî ku li herêmên serbest tê derpêßkirin. 10- Avakirina ßîrketên tûrîzmê. 11-Standina mal û milk. Bi pey daxuyaniya Wezareta Tûrîzmê ya Tirkiyeyê hejmara hotelên 4-5 stêrî di sala 1990'î de 99 bûye, di sala 1995'an de ev hejmar bûye 2 hezar û 213 û di sala 1996'an de jî bûye 2 hezar û 231. Hejmara qumarxaneyan jî ji 1991'ê heta dawiya 1996'an ji dehan hilkißiyaye 73'yan. Hejmara stasyonên benzînê di sala 1993'yan de 5 hezar bûye û di sala 1996'an de ji 7 hezar û 500'î derbas bûye. Di Rênîßanameya (Klavuz) Qumarxaneyan de Tirkiye bi 40 heb qumarxaneyên 5 stêrî, di rêza yekemîn de tê nîßandayîn. Tirkiyeyê di vî warî de navendên qumarê yên navdar ên mîna Monte Carlo û Las Vegas jî li pey xwe hißtiye. Li gorî lêkolîneke din, berî qedexekirinê, hejmara casinoyan gihîßtibû 76'an û 56 jî ji vekirinê re amade bûn. Piraniya pereyên ku ji karê tilyakê tê, li qumarxaneyan tê paqijkirin. Qumarxane ji bo pereyên ku paqij dikin % 25-30 komîsyonê distînin. Dahatûya her casinoyê ya rojane li dora 1 milyon dolarî ye. Bi tenê li Stenbolê ji riya paqijkirina pereyên kirêt 8.5 milyar dolar kar hatiye bidestxistin û tê texmînkirin ku li Tirkiyeyê kara paqijkirina pereyên tilyakê li dora 24-25 milyar dolarî ye. Li Tirkiyeyê borsa jî warekî pereyên kirêt e. Bi gotina Cîgirê Serokê Bankaya Navendî Osman Cavit Ertan, "Li Borsaya Nirxên Menkûl a Stenbolê (IMKB) mirov ji pereyên kirêt nikare gava xwe bavêje." Serokê IMKB'ê Tuncay Artun jî gotiye li her cihê Tirkiyeyê pereyên kirêt tên paqijkirin" û bi vê gotina xwe jî gotina hempîßeyê xwe diçespîne. Di warê borsayê de tißtekî ku balê dikißîne jî ev e ku ji sedî 27 saziyên navberkar ku hejmara wan li dora 200'î ye, bi derdorên ku pereyên kirêt paqij dikin re xwedan têkilî ne. Bankayên Tirk jî ßirîkê vî karî ne. Di salên 1995-96 û 97'an di li Hollanda û Almanyayê gelek kiryariyên (ißlem) bankayên tirk ji ber ku pereyên kirêt paqij kirine hatin desteserkirin û doz li wan hatin vekirin. Kesên pispor diyar dikin ku mafyaya tirk cihê mafyaya îtalî girtiye û li Ewrûpayê serkêßiya karên kirêt dike. Lê divê mirov bipirse: Ev mafya kî ye? Li gorî Rêveberê Navenda Raçavkirina Jeopolîtîk a Tilyakê ya Fransayê (Observatoire Geopolitique des Drogues) Larousse, heke pißtevaniya rayedarên payebilind nebe, ne gengaz e ku laboratovarên hilberandina madeyên tilyakê li ser piyan bimînin. Di rastiya xwe de li Tirkiyeyê di nav karê tilyakfiroßî û paqijkirina pereyên kirêt de mafya, bûrokrat, siyasetmedar û rêveberên rêxistina saloxgeriyê (îstîhbarat) û fermandarên artêßê hene. Li Tirkiyeyê ev kar veguheriye sektorekê, heta bûye sektora herî girîng. Derketiye holê ku li herêma Îzmîtê çeteyan xûgî daye fermandar Veli Küçük (niha li Giresunê fermandariyê dike) û wan ji bo wî karê tilyakê jî kiriye. Bi raporên dewletê û biryara dadgehan hatiye selmandin ku li herêma Ruhayê çeteyên li dûv mebûsê DYP'ê û serokcerdevan Edib Sedat Bucak, bazirganiya madeyên narkotîk kiriye. Dîsa derketiye holê ku Fermandarê Gurdana (tabûr) Komando ya Çiyayî ya Culemergê M. Emin Yurdakul çeteyekî mezin ê karê tilyak û bertîlxwarinê bi rê ve biriye. Li herêmên Amed, Wan û Culemergê gelek tîmên taybet, efser (subay) û cerdevan ji ber ku di bin çavdêriya fermandaran de karên nelirê kirine, hatine girtin. Li Kurdistanê karê tilyakê di destê JÝTEM û efsaran de ye, lê li bajarên tirkan ev kar di destê endamê MÝT'ê û polîsan de ye. Di vî karî de navê kesên mîna Alaatin Çakýcý, Abdullah Çatlý, Ýbrahim ßahin, Sedat Bucak, Tansu Çiller, Veli Küçük, Mehmet Eymür, Korkut Eken, Mesut Yýlmaz û gelek kesên din bi bûyera Susurlukê diyar bûye. Çeteyên dewletê bi xwîna kurdan nepixîne û ji bo dewletê jî hatine radeyeke xeternak, lewre jî dewletê xwest wan kontrol bike, lê bi ser neket. Polîtîkaya dewletê ya li ser Kêßeya Kurd ew çete afirandin. Heta dewlet xwe nede ber karê çareserkirina Kêßeya Kurd, nikare kêßeya çeteyan jî çareser bike. Têbinî: Ev nivîs, ji dosyaya hiqûqnasan ên li ser Doza Sedsalê ku di Özgür Polîtîkayê de roja 26'ê gulanê hate weßandin, hate wergirtin û bi kurtebirî li kurmancî hate wergerandin. [AW74C3] Çend ßayes û terkîbên kurmancî Agirê kayê ye: tîn tê de nîn e. Avê lê venaxwe: qet efû nake. Ji dest xwe bernade. Aqil mû diqelêße: aqil dikare her karî bike Bi baran be, erdê ßil nake: ateß olsa cürmü kadar yer yakar. Bibe baran li ser me nayê: xêra wî/wê ji me re nîn e. Ba tê, çi ji tahtê dibe: tißtekî ku winda bike nîn e. Bitirî ji gayê cot re namîne: xerabî ji kesî re namîne. Bîra bê av, kesê bê nav: kesê bê nav, wekî bîra bê av e. Berû ji darê ket, got: 'Devê kovikê çendî fireh e: kesê ku malbata xwe na'ecibîne. Bi tayekî xav bi hev ve girêdayî ne: têkiliya wan sist e. Bûye heyva eydê: em li bendê ne, nehat. Çîroka quling e: Yýlan hikayesine döndü. Çû hecê kêr, vegeriya gûzan: tißtek neguherî. Dinya siya darê ye: xêr û xweßî ne domdar e. Dewê ceribandî ji mastê neceribandî çêtir e: karê ceribandî her baßtir e. Dest di ser dest re ye: el elden üstündür. Destê tu nikarî gez bikî, maç bike: bükemediðin eli öpeceksin. Dûr be, bi nûr be: ji hev dûr bûn çêtir e. Dinya li serî bû tara bêjingê: maye heyirî, nema zane serî li ku bide. Dest di dil de: jê ne bawer e (yüreði aðzýnda) Devê xelkê ne doxîn e: dawiya gotinê xelkê nayê (elin aðzý torba deðil ki büzesin). Dar kurmî ra jê naçe: kesê xerab yekî baß jê çênabe. Dîwar bi guh in: dar û devî bi guh in (yerin kulaðý var) Em lawê îro: em tißtên berê ji bîr bikin (geçmiße çizgi çekelim). Fatê were dawetê: gulê were ser tûyan Guhê xwe deyne pißt xwe: Binêre ka bi pey de de dê çi bê gotin. Gavek li pêß, yek li paß: ji bo tißtê ku tê pêßketineke berbiçav pêk nayê tê bikaranîn. Giya di bin keviran de namîne: tißtek heta hetayê veßarî namîne. Heta aqil nas kir, temen xelas kir: heta hißê wî hat serê wî, kal bû. Ji aß û baß: dereden tepeden Ji kevir dißikê: naxwaze tißtekî bike Jê danaxwe: di bin gotina kesî de namîne. Ji bo xatirê xatiran, mere diçe ser dînê kafiran: mirov ji bo xatiran her tißtî dike. Ji ber dilopê çû ber ßirikê: ji derdê biçûk direvî, kete nava belayeke mezin. (yaðmurdan kaçarken doluya tutuldu. Ji neh û dehê xwe nakeve: ji ya xwe nayê xwarê Kabê çik e: jîr û jêhatî ye. Keroßk û sûk: hirç û govend (bo tißtê bê eleqe tê bikaranîn, têde biçûk dîtin jî heye.) Kenê guran pê tê: ketiye rewßeke gelekî xerab. Keran bi guh nekin: li her derê nebêjin. Nekin dengî. Kesmûkê didêre: li ser tißtên vala dixebite. Lingê xwe di xefkan de xwariye: gelekî bi tecrûbe ye. Min dît, tu nebîne: rewßeke gelekî dijwar bû. Mezel ji hev û din reß kirin: gelek ji hev û din kußtin. Mîna ku cin ji hesin ditirse: ßibandin. ßeko, navê xwe li hevalê xwe ko: bo kesê ku sûcê xwe dixe stûyê xelkê tê gotin. ßeb û ßekir ji hev nas nake: Ji kesê xurufî re tê gotin. ßêwra çûkan li nav garisê feqîran e: ew jî bi feqîran dikarin ßeß û bêß lê dixe: li ber malê xwe nade. ßeva tarî ji êvar de kifß e: tißtê ku çewt here, ji serî de diyar e. Tiliya xwe di çav re nake: Ji yê tiral re tê gotin. Tu kes ji xêrê naçe dêrê: tu kes bi dilê xwe karekî giran nake. Tu mûyekî jê bikißînî, dê don di ßûnê re bavêje: gelekî qelew bûye Tu mûyê xwe bi ciwanan re diqusînî: tu mîna xortan tevdigerî Teriya mißkekî di malê de bi ard nabe: ji kesên gelekî hejar re tê gotin. Terî kir gurz: ji bo yê ku reviyaye tê gotin. Tivingên wan bi paçan in: pevçûna wan ne ji dil e. Tirî bû helaw: tirî gihaye (ßêrîn bûye) Wek kela miqilkê (rûnpêjê) ye: ji mirovê ku zû ya dilê xwe bêje re tê gotin. Xwedê nokan dide yê bêdiran: dema tißtek bi dest yekî ku nikare jê sûde wergire bikeve, ev gotin tê kirin. Xeyidî ji tira seyidî: xeyidiye ne xema min e. Xêra destê çepê li yê rastê nabe: xêra kesî nagihêje kesekî din. Xura xwe bi destê xwe bißikîne: karê xwe bi destê xwe bike Xwe kir ßorba nexweßan: ji pîreka ku gelekî li xwe binêre re tê gotin. Xwîn li erdê ye: kesê ku hîna dexla (zad) xwe nedaye hev vê gotinê dibêje. Xelkê mêr dikußtin, bizgûriyan ûr dißûßtin: xelk çi dike, tu çi dikî? Ya dilan nayê milan: her tißtê ku dil bixwaze nayê cih. Yê biçe masiyan, qûnziwa venagere: her tißtî bedela wî heye. Zoq ne tißt e, lê Kevirê Hemo li pißt e: romî ne tißt e, xopana Enqerê li pißt e. [AW74D1] Biratiya gelan Ji kesên ji dê û bavekî re, dibêjin bira. Li gorî cînsiyetê xwißk (xwang, xweh) û bira jî ji dê û bavekî ne. Ji biratî, xwißktî, xwißktî û beratiyê xweßtir tu tißt nîn e. Di rojên teng de, di ßahiyan de; hebûn û tunebûn, kul û elem bi hev û din re têne parkirin. Bira, xwißk, xwißk û bira ji hev û dun re pißt in. Bê ku cudatî di navberê de hebe, zarok jî ji dê bavan re kezeb in. Biratî û xwißktî çiqas ßêrîn be jî, gava mîratê berjewendiyên kesayetiyê derdikevin holê, bira bira nas nake. Dîroka mirovatiyê bi ßerên bira dagirtî ne. Carinan ßer li ser gepek nan, an jî li ser kevçiyekî ßorbe derdikeve. Carinan bihustek erd an darek bejî, dibe sedema pevçûn û kußtinê. Di ßerên text û taca hikumdariyê de xwîn diherike û bi salan dewam dike. Gava li ser bingeha neheqiyê mêzîna wekheviyê xera dibe, tu kes nikare pêßiya pevçûn, dijûn, ßer û lêdanê bigire. Ji biran yek neheqiyê qebûl bike jî jinbira kirasê xwe diçirîne. ßerên bira, bi piranî bi jimalderketina birayê biçûk diqede. Bi sosyalîzmê re bêjeya "Biratiya Gelan" kete lîteratûra siyasî. Li gorî sosyalîzmê, ßerê gelan ßerê berjewendiyên serdestan e. Serdest feodal in û pergala wan împaratorî ye. An jî serdest birjûwa ne, sazûmana wan jî dewleta neteweyî ye. Serdest ji bo berjewendiyên xwe yên aborî ßer derdixin û gelan diajon qada ßer. Di encama ßer de yên winda dikin, gel in û yên bi ser dikevin jî serdest in. Ew e ku ßer ji gelan re tu karê nayne, naxwe divê gel bi hev û din re ßer nekin. Divê gel tenê bi serdestan re ßer bikin. Vê dîtinê dirußmeyên "Hemû gel bira ne" û "Bijî biratiya gelan" afirandine. Dîtinên olî jî li ser bingeha yek-olî, biratiya gelan aniye holê. Hemû îslam bira ne, hemû xiristiyan bira ne hatiye gotin. Gelên bi çand û zimanê xwe; bi dîrok û coxrafyaya xwe nêzî hev û din bin, xwe mîna 'gelên bira' dihesibînin. Gelên ku berjewendiyên wan bi hev û din re bin, an di rêxistin û sazûmaneke aborî, siyasî, an leßkerî de hatibin ba hev û dun, xwe mîna bira bi nav dikin. Bi xwezayî li ser navê gelan, dewlet û rêxistinên dewletê vê propagandayê dikin û gel wiha motîve dibin. Gelo birayên gelê kurd kî ne? Em dikarin ji kîjan gelî re bêjin bira? Di her civîn û mitîngên xwe de, bi dengekî berz heta ku kezeba me diçire, em slogana "Bijî biratiya gelan" davêjin. Pißik li me reß bû, belê qet bersiv nehat. Çima? Divê em kumê xwe deynin ber xwe. Divê em biratiya xwe li hindek pîvanan bixin. Carekê em ne ji dê û bavekî ne. Ew tûranî ne, em arî ne. Zimanê wan Ural-Altayî, yê me Hînd-Ewrûpî ye. Ola wan a kevn ßamanî, ya me Zerdeßtî ye. Ola nû jî em nekirine yek. Ew Hanefî-Bektaßî, em ßafî-Elewî ne. Coxrafyaya wan a kevn Asyaya Navîn, a me ya nû û kevn Mezopotamyaya Jorîn e. Pêßî û paßiya wan ßerûd û ßerxwaz û yên me dilbirehm û aßtîxwaz in. Ew serdest û xwedî mal, em bindest û malwêran in. Sedem ev e ku bersiv nayê. Em xwe dixapînin, em dilê xwe xweß dikin û dibêjin, "çi hatiye serê me, dewletê aniye." Em dibêjin, "gel ne sûcdar e." Belê em dizanin gel çi be, dewleta wî jî ew e. Ku gel ji kirinên dewletê ne razî bûya, qey wê wisa bûya, di hilbijartinan de wê dengên xwe bidana partiyên nîjadperest. Ew partiyên ku ji me re dibêjin: "An hez bike an biterikîne" ku ne wilo bûya, aqilmendê partiya ku ji xwe re dibêje 'sosyalîst', digot: "Me hilbijartin ji sedema nêzîkbûna kurdan winda kir. Ger wiha bûya, partiya ku jê re dibêjin 'ßerîetxwaz', gazin dikir ku dewlet wan û siyasetmedarên kurdan dike yek. Ew xwe mîna birayên me nabînin û ne ßert e ku em zorê bidin wan û wan aciz bikin. Em tenê cîran in. Divê em ji bo cîrantiyeke birûmet, ji bo cîrantiyeke mirovî hewl bidin. Cîran jî dikarin ji hev û din hez bikin û di nava aßtiyê de bijîn. [AW74D2] Gavek bi pêß de, du gav bi paß de Kesên ku dixwazin li ser sedemên hilweßîna Împaratoriya Osmanî tißtekî bibêjin, pêßî bi meßa leßkerên Osmanî, Yeni Çeriyan dest pê dikin. Tê zanîn ku leßkerên Osmanî dema diçûn seferê bi ßêweyekî taybet bi rê ve diçûn: Leßkeran du gav bi pêß de davêtin û gavek jî bi paß de davêtin, ji ber vê yekê cihê ku dê di du mehan de biçûna, di sê mehan de diçûnê. Ev meß li ser dîrok û derûniya tirkan agahiyekê dide mirov; di civaka tirk de tu car pêßketin yekser û bi awayekî ßoreßgerî pêk nehatine. Bi taybetî ßoreßa gelê kurd bi civakê jî hin gav dane avêtin. Bo nimûne, êdî peyva kurd li her cihî bi rihetî tê bikaranîn. Her wiha têkoßîna li bakurê Kurdistanê, dewleta tirk mecbûrî hevalbendiyeke bi partiyên Baßûr re kir. Dewlet, ji bo ku wan li dijî PKK'ê bi kar bîne, pasaportên sor, mafê vekirina nûnertiyê dane wan; êdî wan wekî serokê kurdên Baßûr bi nav dike. Lê bi biryareke Wezîrê Karê Hundirîn ê Tirkiyeyê diyar bû ku rayedarên tirk ji vê kirina xwe poßman bûne, êdî naxwazin navê kurd û Kurdistanê li tu cihî bê bilêvkirin. Ev biryar bi ßanenavê Erbil Tußalp di Milliyeta 20'ê gulanê de wekî sernûçe hate weßandin. Di vê biryarê de tißtê balê dikißîne, ne tenê ji bo kurdên Bakur û rêxistinên bakurî, her wiha ji bo kurdên Baßûr û rêxistinên wan jî hinek biryar hatine girtin; digel peyvên wekî gerîla, serhildan, serhildana kurdan, têkoßîna neteweyî ya kurdan, kurd, tirkên bi eslê xwe kurd, nîjada kurd, agirbest, banga aßtiyê, Kurdistana Bakur, Botan, Amed, Dêrsim, Serhed, Apo, milîs, ala kurdan, mebûsê kurd û ERNK, ARGK, PKK, KUK, KAWA, peyvên mîna pêßmerge, Kurdistana Baßûr, dewleta kurd, lîderên kurd jî hatine qedexekirin. Hemû çalakiyên têkildarî kurdan, wekî teror û terorîstî hatine binavkirin. Di nava biryarê de xala herî balkêß a li ser serokên rêxistinên Baßûr hatiye girtin e. Ev biryar bi awayekî baß nîßan dide ku Dewleta Tirk bi çi çavî li gelê kurd û rêxistinên wan dinêre. Aliyekî din ê ku divê her kurdê binamûs li ser bifikire ev e; ji bo dagirkeran kurdê baß û yê nebaß ne girîng e, hemû kurd wekî hev in. Divê ev biryar pozê hemû kurdan bißewitîne. Nemaze jî divê pozê wan kesên ku wekî serokeßîr hatine binavkirin, bißewite. Tê dîtin ku dewleta tirk li ser ßopa kalikên xwe ye, heta, ji wan jî derbas bûye; dixwaze li ßûna gavekê du gavan bi paß de bavêje. Her çiqas tißtekî bi vî rengî ne gengaz be jî, rayedarên tirk çavên xwe digirin û xwe lê diqelibînin û heta ku tê de bixeniqin jî dê lê bixebitin ku çemê jiyanê ber bi paß bizivirînin. Di van rojên ku rayedarên tirk amadekariya vegerîna rojên berê dikin de, gelê kurd gaveke dîrokî avêt û Kongreya xwe ya neteweyî li biyanistanê ragihand. Em bawer in dê ev gav, xewna Ehmedê Xanî ya bi sedsalan berî niha pêk bîne. Em vê bîr û baweriyê vê gava dîrokî silav dikin. [AW74D3] Bi xatirê we Tê bîra min di sala 1972'yan de ji bo perwerdehiya dibistaneke bilind ez hatibûm Stenbolê. Pêwîst bû ku ez karekî jî bikim. Karekî ji bo pêwîstiyên aborî. Ez li xebatekê digeriyam ku bixwînim û bixebitim. Gelek mirovên mezin ên bûrokrat jî bi nameyan harîkariya min dikir. Yanî name dabûn min ku ez xebatekê ji xwe re peyda bikim. Li gorî nameyekê ez çûme cem xudanê ßîrketeke gelek mezin. Ji min re çayek xwest û nameya min a tawsiye (ji bo torpîl) xwend. Pirsa min kir: "Baß e lawê min, tu dixwazî çi xebatê bikî? Çi ßol, xebat ji destê te tê?" Min jê re got: "Ezbenî çi xebat hebe ez dikim." Kabira hingî li nav çavên min nêrî û kenî: "Xorto ew kesê ku bibêje ez hemû xebatan dikim, rastiya wê tu xebatan nikare bibe sêrî." Mîna guhark, ew gotina kabira kete guhê min, lê dîsa min ji xwe re tu pîße negirt. Ji ber ku bi piranî jî em kurdên Ewrûpayê ji kêmasiya mirovên pispor leßker in, siyasetvan in, xwendekar in, karker in, karmend in, nivîskar in, gundî ne, bajarî ne, ilimdar in, welatparêz in, eßîr in, modern in, lipaßmayî ne, pêßveçûyî ne û hwd. Kurtiya wê ez ji xwe re dibêjim, dema mirov her tißt be, ne tißtek ne. Xwendevanên hêja û birêz ez jî ne nivîskar bûm. Lê bi kurdî gotineke mezinan heye: "Cihê ku lê peza spî nebe, dibêjine bizinan Evdirehman Çelebî." Salek û mehek e ku ez li rojnameya me Azadiya Welat dinivîsim. Dema pêßniyara nivîsînê ji min re hatî, ez pir kêfxweß bûm. Lê min dizanî ku barekî giran e. Ez ne nivîskar bûm. Bi tirkî hatibûm perwerdekirin û bi piranî min bi tirkî dixwend û car caran jî dinivîsî. Bi kurdî axaftin û nivîsîn ne wekî hev in. Zehmetiya kurdî ji bêsazbûna me tê. Zimanê her saziyeke me cuda ye. Di nava saziyan de jî her berpirsek xwediyê uslûbeke cuda ye. Ji van sedeman hevalên berpirs û xebatkarên Azadiya Welat pir qehra min kêßan. Her dem bi milpanî guhên xwe dane gazinên min. Xwendevanan ji min dipirsî, digot 'ew nivîs rengê devoka te nadin'. Min jî henek dikirin. Min digot: "Rast e, hevalên me dinivîsin, navê min li binê nivîsê didin'. Henek bûn tabî. Qehir, êrîß û belayên dewleta dagirker têra xebatkarên Azadiya Welat nedikir, ez jî bûbûm bar û pißtî li ser milên wan. Dîsa jî milpanî û fedakariyeke gelek mezin hevalên me kêßa. Ev nivîsa min a çil û diduyan e û dawî ye. Ji ber sedemên tenduristî û perwerdehiyê ez xatirê xwe ji we dixwazim. Di salekê de dewlet serê Azadiya Welat, ez gelek kêm jî be hînî kurdî nivîsînê bûm. Hindî ji destê min hatî, min ramanên xwe li ser hinek bûyeran û rewßan eßkere kir. Min dixwest ez bi devoka xwe binivîsim. Lê berpirsên rojnameyê jî heq bûn. Dawiyê jî eziyeteke mezin ji bo wan çêdibû. Ez baß dizanim ku zehmetî ji bo we xwendevanan jî çêdibû. Bi piranî mijarên min li ser welatparêziyê bûn. Kurd di astengiyên mezin re derbas dibin. Rewßa Kurdistanê rewßeke giran e. Kußtin, koçberî, xwîn û talan bûye rewßeke xwezayî. Têkoßîna gelê kurd bi destê kurdan û dijminan tê fetisandin. Mijareke gelek dijwar e. Dîsa jî gelê kurd digel hemû kêmasiyan di nava fedakariyeke mezin de ye. Xwendevanên hêja mirov û kesayetî di nava gelan de tên û diçin. Mezin dibin û dimirin. Hind bi wicûda xwe, hind jî bi ramanên xwe. Lê ez bawer dikim ku yê nemir û neßikê, gelê kurd e. Ez li ser van bîr û baweriyan xatirê xwe ji we û xebatkarên rojnameyê dixwazim. Dibe ku nivîsên min di Azadiya Welat de dernekevin, lê gelê min her dem di dilê min de ye. Azadiya Welat jî bi hemû rengên xwe û bi riya Înternetê di mala min de ye. Ji bo kêmasiyan lêborîn, ji bo gelê xwe serkeftin û azadiyê dixwazim. Hûn her bijîn. [AW74D4] Ronahiya mala me; MED-TV Li ser rola MED-TV gelek hate xeberdan. Rola wê di gelek bernameyên televîzyonê bi xwe de, hate guftûgokirin. Dîsa di rojname û kovaran de ji aliyên kesên siyasetmedar, lêkolîner, hunermend û nivîskar ve, ji gelek awiran ve, gotar li ser dewra wê, ku di jiyana gelê Kurd de girtiye û dileyize hatin nivîsandin. Li ser aliyê wê yê qewînkirina hestên neteweyî, li hev nezîkirina hêzên siyasî, xurtkirin û birina ber bi standardîzekirinê ve ya zimên, hißyarkirina komelanên xelkê, naskirina adet û çanda gelên jêrdest û bi taybetî jî, yên cîran û li ser pirsgirêkên me yên neteweyî belavkirina agahdariyên rast ku ji çavkaniyên gelê me bi xwedî dibin. Rola ku MED-TV dilîst, bi raya min, ji van jî hîn bêtir bû. Belê ev hemû jî di nava xwe de dihewand lê sînorên fêdeya televîzyonê, ji bo gelekî wekî yê me, hîn firehtir e û divê wisa be jî. Televîzyonê di van çend salên xwe de xewn û xeyala talankirî ya gelê me berhev kir, li qalib xist û pêßkêßî gelê me kir. Berhemên me yên klasîk ku hema bêje li ber windabûn û mirinê bûn, diyarî gelê me kir. Televîzyon, bû pirek di navbera his û hißê me yê dîrokî û yê îro de. Ew bi hev ve girêdan. Em bi dîrokê ve girêdan. Me destkeftiyên bav û kalên xwe bi riya vê pirê dîtîn. Me pelên dîroka çanda xwe vekirin û me hißê xwe da ber. Em di nava van pelan de li tißtên ku aîdê me bûn, geriyan. Televîzyona Med hißê me hinekî anî serê me, ji me re bû çav, guh û hesasiyeteke gelekî mezin di meselaya neteweyî de, ji me re çêkir. Ji zarokan re, bû mamoste, bû dibistan, bû pirtûk, bû ziman, bû ronahî, bû hêviya pêßerojeke azad û bû kalê çîrokbêj û ew li nava mêrg û deßtên Kurdistanê gerandin. Ew li hespên avî siwar kirin, ew bi Mîrza Miheme re kirin heval, serpêhatiya roviyê poçîqot ji wan re got. Bernameya zarokan, ku navê wê Nûbihar bû, bi rastî jî ji bo zarokên Kurdistanê bû bihar. Bi xêra vê bernameya dewlemend zarokên Kurdistanê Rindo û Sîdar nas kirin. Bi henekên wan keniyan, bi stranên wan dilxweß bûn, li ßîretên wan hishisîn. Cara yekemîn zarokên kurdan dest pê kir, nameyên bi kurdî nivîsîn û li kêleka çend hevokên silav û daxwaziyên xwe, wêneyên çiyayên Kurdistanê jî, neqißandin. Helbest li ser MED-TV, Hevalan, ßehîdan û welat nivîsîn da ku di ekranên wê de werin xwendin. Dîsa dublaj. Bi dehan fîlm, belgefîlm û fîlmên zarokan hatin dublajkirin... Dema ku ez van hevokan dinivîsim Kongreya Neteweyî di civîna xwe ya pêßîn de ye û ez ji ber nebûna MED-TV'yê nikarim li vê bûyera pîroz temaße bikim! Kurt û kin MED-TV'yê, kurd bi jiyanê ve girêdan. Tama xweßiya jiyana bi kurdî da me kurdan. Sebeb ev bû ku dijmin dev ji hemû karên xwe berdabû û ketibû pey girtina vê aleta bi qedr û qîmet. Me hemûyan jî dît; ji aliyekî ve bi riya dewletan û ji aliyekî ve bi riya sinyalên xwe yên terorîst, bîst û çar saetan bi dû televîzyona me de bû. Dawiya dawî jî bi hevkariya NATO xwe gihand meqsedê xwe. Lê di devera ku MED-TV lê hate bêdengkirin de, îro kanaleke din bi kurdî distrê. Ev jî têkoßîna gelê me ispat dike. Berxwedanekê ispat dike. Divê em dest keftinên xwe yên neteweyî wisa asan bi dest dijminan ve bernedin. Û divê em ji bîra nekin ku hîna em di nav çavê alemê de ne, ji ber vê jî, divê em ji aliyê xwe kêmasiyan nexinê. [AW75A1] Ji Öcalan bo ßoreßa demokrasiyê ya sedsala 21'an gaveke dîrokî: Manîfestoya Yekîtiyê Serokê Gißtî yê PKK'ê Abdullah Öcalan di parêzname xwe ya devkî û niviskî de, bo sedsala 21'an manîfestoyeke aßtiyê pêßkêßî dadgehê kir. Öcalan, di parêznameya niviskî de diyar dike ku, ger Tirkiye firsendekê bide aßtiyê, dê ji bo demokrasiya sedsala 21'an ßoreßek pêk were. Her wiha Öcalan diyar kir ku, ew doza veqetînê nake, ew di komareke demokratîk de yekîtiyeke demokratîk û biratiya gelan dixwaze. Öcalan got, "Divê ji bo aßtî û çareseriyê ez bijîm." Ev daxuyaniyên Öcalan, hem ji aliyê çapemeniya tirk hem jî ji aliyê çapemeniya navneteweyî ve bo raya gißtî ya cîhanê çewt hate ragihandin. Hate îdiakirin ku Öcalan xwe spartiye dewletê, ji ber ku poßman bûye ji malbatên ßehîdan lêborîna xwe xwestiye. Her wiha ew ji mirinê tirsiyaye û ketiye pey rizgarkirina canê xwe. Öcalan der barê vê yekê de di roja duyemîn a dadgehê de, da zanîn ku wî lêborîn ji dil û can xwestiye û ew neketiye taya canê xwe. Li gorî agahiyan Öcalan, di dadgehê de berê xwe daye rojnamegeran û gotiye: "Çima hûn naxwazin min fêm bikin, ez ne li pey qehremaniyeke erzan im." Li aliyê din di roja sêyemîn a dadgehê de Serokatiya Konseya PKK'ê bi daxuyanike çapemeniyê ragihand ku, ewê bi her awayî pißtgiriya pêßniyazên aßtiyane û demokratîk ên serokê xwe Öcalan bike. Di daxuyaniyê de wisa tê gotin: "Tevî rexneyên kesên ku ji ber nebûna karîna xwe ya siyasî tu gavan neavêjin û îmkanên mezin bi kar neynin, daxuyaniyên Serokê me biliyan, berfireh û hûrbîn in." Her wiha Konseyê bal kißandiye ser lêborîna Öcalan a ji malbatên leßkerên tirk û gotiye, " Xwestina lêborînê nîßana mezinahiyê ye. Gelê me bêhtir êß û azar kißand. Qet nebe gorên xortên tirkan diyar in, lê goreke me ya diyar nîn e. Divê raya gißtî ya Tirkiyeyê vê yekê bizanibe û li gorî vê yekê hinekî rêzgir û hurmetkar be." Hîsteriya tirkan xwe di dadgehê jî nîßan da Digel hemû rêbazên ne dadyane, dewletê dil heye dozê bi awayê herî hêsan û di zûtirîn demê de biqedîne. Wekî din dewlet dixwaze bi malbatên leßkeran, bi taybetî yên ku xwe wekî kurd bi nav dikin, tesîrê li derûniya Öcalan bike. Bi baweriya hinek derûdorên hiqûqnas Öcalan li hemberî vê hîsteriya ku ketiye heta nav dadgehê, wê nikaribe xwe bi awayekî dadyane biparêze. Wekî diyar e, berî dadgehê, pêßîn Serokomarê Tirkiyeyê Süleyman Demirel, peyre jî serokê dadgehê M. Turgut Okyay dabû zanîn ku, wê dadgeh gelekî dadyane be. Lê dema mirov li rewßa dadgehê û alên ku bi malbatên ßehîdan re ne dinihêre, ev daxuyanî berav dibin. Di vî warî de Öcalan jî di destpêka dadgehê de, pißtî ku îfadeya wî hate hilanîn, berevaniyeke kurt a bi devkî kir. Öcalan, di vê xweparastinê de diyar kir ku, ew dewletên wekî Yewnanînstan, kêm be jî Îtalya û Rûsyayê, ji ber ku pêwîstiya qanûnên navneteweyî bi cih neanîne, protesto dike. Öcalan da zanîn ku, ji ber vê sedemê ew xweparastin û darizandinê pêwîst û bikêr nabîne. Serokê PKK'ê, di xweparastina duyemîn de jî daxuyand ku Kêßeya Kurd wî neafirandiye, wî ew li Enqereyê li ber xwe dîtiye. Serokê Gißtî yê PKK'ê di xweparastina xwe ya bi sernavê "Di Pêvajoya Çareseriya Demokratîk de Qonaxek" de ji bo çareseriya Kêßeya Kurd xal bi xal pêßniyar û analîzan dike. Çareseriya Kêßeya Kurd ne veqetîn, yekîtiya demokratîk e Divê beßê de Öcalan dide zanîn ku, her çiqas rêberî ji aliyê tirkan ve hatibe kirin jî, kurdan ev yek bi biratî ßopandiye. Li gorî Öcalan, dema dewletek bixwaze serbixwe tevbigere, divê xwedî aborî, ziman û yekîtiyeke civakî be. Digel vê Öcalan diyar dike ku pêdivî bi parastinê jî heye. Bi baweriya Öcalan, ger ji derve pißtgiriyeke heralî jî bê dayîn, pêknehatina otonomiyeke kurd li baßûrê Kurdistanê, hinekî jî ji ber problemên navxweyî ye. Her wiha Öcalan li pey van agahiyan radigihîne ku, di vê wateyê de ji bo kurdan dewlete serbixwe, ji gotineke ideolojîk wir de naçe. Ew dibêje, bi awayekî îdeolojîk di bernameya PKK'ê de jî behsa vê yekê tê kirin; pratîk û dîrok, pêwîstiya yekîtiyê didin pêß me. Öcalan di xweparastinê de qala problema herî girîng jî dike û vê pirsê dike: "Lê yekitiyeke çawa?" Di beßa duyemîn de jî Öcalan qala feodalîzmê û pergala eßîrtî ya li baßûrê Kurdistanê dike. Li gorî Öcalan di otonomiya Baßûr de taybetiyeke neteweyî nîn e, otonomiyên bi wî awayî bîrdoza xanedanê û berjewendiyên eßîrî di ser her tißtî re dibînin. Öcalan nirxandina xwe wiha didomîne: "Lewre di roja îroyîn de, otonomî û nîqaßên ku hîn nû li ser federasyonê, ku bi esasên otonomiyê ve girêdayîne têne kirin, ji ber ku wê bi civaka paßketî ve girêdayî bimîne, fersendê nade pêßketina nirxên demokratîk." Bi dîtina Öcalan bi pratîka kurdên Baßûr ev yek baßebaß diyar bûye. Bo kurdên Bakur jî Öcalan wiha dibêje: "Bo kurdên Tirkiyeyê cudatiyên girîngtir têne dîtin. Cudatiya zaravayan, rewßa herêmên ku kurd-tirk di nav hev de ne, bi qasî hejmara kurdên Bakur li rojava jî kurd hene, bêkêriya bingeha madî ya teza otonomiyê nîßan dide. Federasyon ji bo bi milyonan kurdên ku li Stenbol, Edene û Îzmîrê nagunce. Li gelek cihên dinyayê di ßûna çareseriyên herêmî de, bi têgînên ziman û çand çareseriyên demokratîk baßtir çûne serî." Divê beßê de jî Öcalan li ser çareseriya demokratîk radiweste. Öcalan bi kurtasî wiha dibêje:" Nêzîktedayina ku li dinyayê rê li ber çareseriyan û pêßketinan vekir, li Tirkieyê nehate nîqaßkirin. Ger ku ji bo çareseriya Kêßeya Kurd pîvanên demokratîk bihata bikaranîn, wê çareseriyên nêzî îdealê pêk bihatina. Atatürk di daxuyaniya xwe ya Izmîrê de pêwîstiya bikaranîna vê çareseriyê tîne zimên. Swîsre cografyayeke di nav hev de ye. Pißtî ßerên mezin, ziman, çand û olan çareseriyeke demokratîk a hevpar peyda kiriye û niha jî ew li Ewrûpayê xwediyê demokrasiya herî mezin in. Ger bixwazin, wê hemû beß bi ziman, ol û ernîgariya xwe ya çandî dikarin tevî welatê xwe yê resen yanî wekî Almanya, Fransa û tevî îtalyayê bibin. Lê ew jî dizanin ku dê bi wê yekê kesayetî û dewlemendiya wan ji destê wan biçe. Li gelek welatên ku cudatiya nîjadî tê kirin jî, em rastî van mînakan tên. Wekî Belçîka, Kanada, Komara Afrîkaya Baßûr, Zelandaya Nû û Amerîka jî dizane ku, hevpariya çand, ziman û olan, ji bingeha dewleta demokratîk a bihêz pêk tê. Nêzîktedayinên beravajî vê yekê, dê rê li ber ßer vekin, wekî ku li Kosovayê tê dîtin." [AW75A2] Prof. Dr. Doðu Ergil Doza Sedsalê û helwesta Tirkiyeyê nirxand: Öcalan rêbazeke baß bi kar tîne Me hevpevyîn berî ku Doza Öcalan dest pê bike, ligel Doðu Ergil pêk anî. Pißtî ku dozê dest pê kir, me dîtinên wî yên li ser dozê û helwesta Abdullan Öcalan wergirtin: Min berê jî diyar kiribû, Öcalan ji ber ku baß pê dizane wê ji aliyê hiqûqî ve cezayê herî giran lê were birîn, dixwaze dirûveke siyasî li dozê bike. Wî got "min heya îro wekî ßervanekî têkoßîna xwe da, lê ji îro ßûn de jî ez dixwazim pêßengiya aßtiyê bikin. Ev fersendek e, bi kar bînin." Ger hûn rastiyê bixwazin, ev taqtîkeke baß e. Doza Öcalan ji warê hiqûqî kete warê siyasî. Öcalan dixwaze di dîrokê de navê wî wekî avakarê aßtiyê bê hildan. Lê ne dewlet, ne partiyên siyasî, ne mehkeme û ne jî gel ji bo vê yekê ne amade ye. Lê li aliyê din, ji xeynî van yekan, gelo wê Kêßeya Kurd bê çareserkirin an na? Bi dîtina min, ne dewlet, ne edaleta dewletê û ne jî gelê tirk ji bo çareseriyê ne dilxwaz û amade ye. Ev yek, ne girêdayî Öcalan. Lewre tißtê ku ez herî zêde girîng dibînim ev e. Ev ne meseleya Öcalan e, meseleya kurdan e. Yanî dewlet ji bo çareserkirina meseleyê ne dilxwaz û amade ye. Dewlet doza axê dike. Ev gundîtî ye û nêzîktêdayineke prîmîtîv (ilkel) e. Lewre dewlet doza pißtgiriya mirovan dikin, ne doza axê. Wekî din talûke û xetereyeke mezin li hêviya me ye. Wekî tê zanîn dewletê got "Me serterorîst girt. Em dê koka wan biqelînin, lewma nema dikarin ßer bikin." Lê pißtî ku Öcalan hate îdamkirin an jî mehkûmkirin, wê gel bibîne ku mesele çareser nebûye, ßer didome û leßker dimirin. Ji ber vê çendê gelê tirk, bi taybetî malbatên ßehîdan, wê bi awayekî gelekî xedar hêvîßkestî û xeyalßkestî bibin. Jixwe pißtî min ev yek got, deriyê hemû televîzyon û rojnameyan ji min re girtin. Wekî diyar e, tevî ku ez li ser vê meseleyê gelekî ßareza û zana me, gazî min nakin, diçin gazî kesê bêkêr û beredayî dikin. Min got, mesele êdî bes bi PKK'ê ve ne girêdayî ye, bûye meseleyeke navneteweyî. Prof. Doðu Ergil, cara yekemîn bi rapora ku li ser navê TOBB (Yekîtiya Ode û Borsayên Tirkiyeyê) amade kiribû, "Rapora Rojhilatê" kete rojeva raya gißtî. Peyre bi pêßengiya wî, hin derdorên tirk û kurd bi navê TOSAV (Weqfa Lêkolîna Kêßeyên Civakî) weqfek ava kir. Weqfê berî niha bi çendekê, ji bo çareseriya Kêßeya Kurd bi navê "Belgenameya Hevpar a Lihevhatinê: "Ji bo Demokratîkbûna Tirkiyeyê û Çareseriya Kêßeya Kurd Pêßniyareke Pergaleke Nû ya Destûrnameyî" (Ortak Anlayýß Belgesi 'Türkiye'nin Demokratikleßmesi ve Kürt Sorunun Çözümü Ýçin Yeni Bir Anayasal Düzen Teklifi). DGM ji bo vê xebatê biryara berhevkirinê da û li dijî wê, doz vekir. Me li ser vê belgenameyê, helwesta rayedarên Tirkiye û Doza Sedsalê bi Doðu Ergil re hevpeyvînek pêk anî. Her çend Ergil xwe wekî aliyê "qasîd û objektîf" dide xuyakirin jî, lê ßêwaz û nirxandinên wî vê yekê destnîßan nakin. Bo nimûne; ew navê Öcalan hilnade û dibêje "ev zilam, vî zilamî". Her wiha dibêje "Kesên ku ji bo aßtiyê bixebitin, divê ne PKK'yî bin, divê kesên ku kurd hurmet û rêzê jê re digirin, bin." Em bawer in Ergil bi çavê serê xwe dît, pißtî girtina Öcalan gelê kurd çawa li çar aliyên cîhanê rabû ser piyan. Dîsa, her çend heya niha tu malbatên gerîlayan doza ßer nekiribin jî, ew dibêje "Malbatên li her aliyan doza tolhildanê dikin." Tißtê herî girîng, ji bo dewletê bikaranîna ßîdetê maf û rewa dibîne, li aliyê din dibêje "Divê PKK gavên berbiçav biavêje." Agirbestên ku heta îro hatine îlankirin, ma ne gavên berbiçav in? Hûn dikarin serpêhatiya vê xebatê bi kurtî vebêjin? Ji bo ku em çareseriyeke bê ßîdet peyda bikin, me ev xebat pêk anî. Bi beßdariya hemû birên (kesim) civakê, me civînek li Ewrûpayê û du jî li Tirkiyeyê li dar xistin. Dawiya dawî, pißtî xebata sê salan ev belgename derkete holê. Me di vê belgeyê de, rêgezên (prensîp) ku kurd û tirk dikarin li ser li hev bikin, dane xuyakirin. Digel ku hûn doza aßtiyê dikin, ji bo belgenameya we biryara berhevkirinê hate ragihandin; hem jî pißtî daxuyaniyên Serokê Dadgeha Qanûna Bingehîn Ahmet Sezer. Gelo raya gißtî, ji bo pejirandina vê belgenameyê çiqas amade ye? Ev yek, girêdayî ßêwaz û awayê doza demokrasiyê ye. Ger ez bibêjim, tißtê girîng mafên demokratîk û mirovane ne, lê yê li hember bibêje "Na. Ez doza mafên kurdan dikim." Na, birayê min! Êdî bi navê mafên kurdan tißtek nemaye. Ger di warê mafên mirovan de serastiyek peyda bibe, dê kurd, çerkez, laz û arnawût jî tê de cihê xwe bigirin. Lê tu bibêjî "Na. Me gelekî dijwarî û zehmetî dît, lewma divê aliyê kurdan hebe." Niha, doza demokrasî û aßtiyê tê kirin, li hêla din têkoßîna çekdarî li dar e. Lewra hin hincet û sedemên vê yekê hene. Dewlet xwedan wê maf û rewayetiyê (meßrûtiyet) ye ku her tim ßîdetê bi kar bîne. Aliyê din jî dide ser dijwariyê (ßîdetê). Dewlet, wê her tim vê yekê wekî hincet û sedem bide pêß, wê bibêje "Li hemberî min komeke çekdarî heye." Puxteya gotinê; di demokrasiyê de, yên ku doza mafên xwe dikin, gelo çiqas li mafên kesên din rêz û hurmetê digirin? Ev tißtekî gelekî girîng e. Lê em di vî warî de durû û nejidil in. Baß e. Civak çendî bo çareseriya demokratîk amade ye? Ev bi salan e ez bi hemwelatiyê vî welatî re, çi kurd û tirk, didim û distînim. Bo nimûne; ên ku zarokên xwe ji dest dane, berê xwe nadin lihevkirin û aßtiyê. Ka de were, tu yê çi bikî! Her du jî doza tolhildanê dikin. Bi doza tolhildanê, demokrasî û aramî peyda nabe. Ma ev rewß naguhere? Dê biguhere. Lê wisa lê tê ku temenê min têra vê yekê nake! Bêguman dê biguhere. Wekî hûn jî pê dizanîn, Serokê Gißtî yê PKK'ê Abdullah Öcalan li Romayê pakêta çareseriyê pêßkêß kiribû, naveroka belgenameya we jî ev pakêt anî bîra me? Di sala 1996'an de me dest bi vê xebatê kir. Di dawiya vê salê de jî piraniya xebatê çûbû serî. Peyre di navbera sala 1997-1998'an de jî civîn û gotûbêj hatin lidarxistin. Di vê pêvajoyê de hin tißtên nû lê hatin kirin û cardin hate sazkirin. Me ev belgename ji bo gelek derdorên têkildar ßand. Lê PKK bi vê yekê ne kêfxweß e û dibêje "Nûnerê kurdan ez im." Pißtî ku Öcalan hate girtin çapemeniya Tirkiyeyê got: "Koka PKK'ê qeliya!" Hûn vê yekê çawa dinirxînin? Çapemeniya tirk, tißtên ku jê re têne gotin dinivîse, lewre divê mirov guh nede çapemeniya tirk. Binêrin! Ez ji hemû rojname û televizyonan hatim vederkirin. Bi fermanan ev dek û dolab birin serî. Niha jî, bi doz û dadgehê min çavtirsandî dikin. Lê divê ev jî bê zanîn; ev belgename li ber destên hemû hikûmetan heye. Lewre gava Tirkiye bibêje "Ji bo ku em bibin welatekî rojavayî û ewrûpî, em her tißtî dikin," em jî dê bibêjin "Ha ji te re belgename!" Ji ber ku ev belge li ber destê Parlementoya Ewrûpayê û hikûmeta Amerîka jî heye, wê bibêjin "Ev belge îradeya gelê te ya hevpar tîne zimên." Gelo we ev belgename gihand berpirsiyarên PKK'ê jî? Ev hinekî girêdayî Öcalan e. Öcalan ji rêxistinê re negot "Çekan deynin." Ew, li gorî rewßê tevdigere. Wî, ev mesaj da: "Heta niha ez rêveberê ßer bûm, niha jî rêveberê doza aßtiyê me." Baß e. Wê helwesta Tirkiyeyê çawa be? Qebûl nake, lewre ev yek wê Öcalan bike aliyê aßtiyê. Ji ber ku dewlet vê yekê qebûl nake, wê PKK heta ku bikaribe têkoßîna çekdarî bimeßîne; bêhtir xwîn, hêstir... Ev yek ji bo kurdan jî bêhtir êß û jan e. Ger ev xebat û belgename riya lihevrûnißtînê veke, dê encameke çawa derkeve holê? Wê gelekî bi xêr be! Ma me ev xebat ji bo çi pêk anî? Ji bo ku em hesta lêqewimîn (maðdur) û vederbûnê (dýßlanma) a kurdan ji holê rakin. Her wiha ji bo ku em hêvî û daxwazên kurdan hîn bibin, peyre bidin ber hêvî û daxwazên tirkan, me ev xebat kir. Me pîrikatiya (ebelik) vî karî kir. Ger xalên vê xebatê bêne pêkanîn, wê aramî û hêmineyeke mezin pêk were. Lê ßertên vê yekê hene. Divê PKK bi awayekî zelal bibêje "Ez van ßertan qebûl dikim û li ser vê bingehê ji bo çareseriyê amade me." Ger PKK wisa bike, wê li Tirkiye û li cîhanê jî hikûmet, kes û saziyên demokratîk pißtgiriya xwe diyar bikin. Di vî warî de ez helwest û nêrînên gelekî erênî û pozîtîf distînim. Wekî min got, ev belgename li her derê cîhanê hate belavkirin. Gelek kesên rojavayî gotin min "Ev xabeteke gelekî baß e, lewre ne ßoreßger e muhafazakar e. Her wiha ev proje li pîvan û daxwazên rojavayê jî tê." Heke tevgera kurd jî xwe bide ber vê yekê, ku hikûmeteke neteweperest jî desthilatdar be, wê guherînên demokratîk pêk werin. Hûn jî di nav de, gelek kes li dijî têkoßîna çekdarî ye. Lê wekî we jî daye zanîn "hebûna kurdan, pißtî xwîn rijiya hate qebûlkirin." Mixabin wisa ye; em qebûl bikin an nekin jî hebûna kurdan bi vî awayî hate dîtin. Lê divê PKK êdî dest ji ßîdetê berde. Hêzên ewlekariyê yên tirk jî dixwazin PKK ßîdetê bi kar bîne, naxwazin PKK bibe tevgereke siyasî. Lewre artêß xwedan wê hêzê ye ku, bêhtir bide ser ßîdêtê. Her wiha artêß bi vî awayî zêdetir pißtgiriya civakê digire. Encama hilbijartinan xuya ye. Ecevît jixwe neteweperest e. Ev tê çi wateyê? Ne PKK, divê gelê kurd wekî muhatap bê dîtin. Jixwe PKK'ê ev yek anî ser zimên û got "Bêyî me jî Tirkiye dikare bi gelê kurd re meseleyê çareser bike." Rast e, ev yek anî ser zimên. Lê kirin û gotin li hev nakin. Li aliyê din di belgeyê de tê xuyakirin ku "heke ßîdet bûye awayê diyarkirina protesto û daxwazan, ku gelek kes vî awayî bikar bînin û bi hezaran kes jî pißtgiriya vê yekê bikin, li holê diyardeyeke civakî heye." Rast e. Jixwe pißtî ku me bîra vê yekê bir, me ev xebat kir. Me tirkan hay ji hêvî û daxwazên kurdan nîn e. Lewre ew meseleyê fêm nakin. Ji bo ku em meseleyê fêm bikin, me ev xebat durist kir. Bi kurtayî bila PKK jî wekî tevgereke siyasî bê hesibandin. Belê. Belê, bi her awayî wisa ye. Dema min ev xebat pêk dianî, min ligel gelek kes û saziyan têkilî danî. Bo nimûne; bi navê William Jurî min gazî profosorekî amerîkî kir. Ev ßareza û zanyarekî navdar e. Yanî em bê zehmet û dijwarî nehatin vê qonaxê. Baß e. Li darê dinyayê gelek zana û ßareza didin zanîn "Bêyî PKK'ê Kêßeya Kurd naçe serî." Bi dîtina we çareseriyeke bêyî PKK'ê çiqas di cih de ye? Dewlet tu caran nahêle ku Öcalan bibe avakarê aßtiyê. Heya niha wekî aliyê ßer gelekî sûde jê wergirt, peyre jî avête hundir. Dewlet wê Öcalan bi dar ve bike, ku neke jî wê cezayê heta hetayê (muebet) lê bibire. Çêbû. Amerîkayê dema Öcalan radestî Tirkiyeyê kir, gelo got "Êdî meseleyê çareser bike"? Ez jî di vê baweriyê de me. Amerîkayê karibû miriyê wî teslîm bikira, lê nekir. Bi kurtayî wiha got: "Ji bo çareseriya meseleyê ev fersendek e. Bi kar bîne." Gelo Tirkiye wê vê fersendê bi kar bîne? Ez jî baßebaß pê zanim. Me dil kir, em di vî warî de ßêwirmendî û aqilmendiyê ji sîstemê re bikin. Sîstemê tiralî û zexelî kir, lewre me xwarin xistê devê wê. Ji bo rizgarî û lixwevegerîna sîstemê me ev xebat kir, lê ew ji ser a xwe nayê xwarê. Lewre divê têkoßîna çekdarî bi dawî bibe. Baß e, dewlet PKK'ê qebûl nake. Lê li aliyê din rêxistinên ku xwe wekî alternatîfê PKK'ê pêßkêßî dewletê dikin jî, têne girtin. Bo nimûne; partiya ßerafettin Elçi. Lewma divê çareseriyeke têvel (karma) bê peydakirin. Min di serî de jî ev yek pêßniyar kir. Kesên aqilmend, ßareza û bêhnfireh divê li hev bicivin û bo meseleyê çareseriyekê peyda bikin. Her wiha divê aliyê tûj û tundraw ên herdu aliyan bêne kokirin (törpüleme). Li aliyê din diyar bû ku berpirsiyarên artêßa tirk di sala 1997'an de bi PKK'ê re têkilî danîne û doza gavên aßtiyane kirine... Tißtên bi vî rengî her tim diqewimin, lewre divê mirov zêde guh nedê. Heye ku dîplomat an jî leßkerek biçe, lê ev ji bo lêkolandina rewß û helwesta aliyê din e. Ev ne nîßaneya lihevkirin û peymanê ye. Bi kurtayî ji bo palandina (yoklama) rewßê tißtên bi vî rengî têne kirin. Di vî warî de tê gotin ku dubendî û nakokî di nava artêßa tirk de hene û baskê aßtîperwer ê artêßê ev xebat daye destpêkirin. Na. Ev kes bêyî hev û têkilî tevnagerin. Bavê min leßker bû, ez pê zanim. Wekî her saziyê di nava artêßê de jî dîtinên cihê û cihêreng hene. Lê dîsa kes bêyî kesekî din nakeve nava tevgerê. Ger xebatek bê meßandin jî, wê pißtî biryara hevpar bê meßandin. Jixwe dawiya dawî gotina fermandaran diyarker e. Ez pê zanim, generalekî gotiye "ji bo ku me daye pey Ergil, em li rojhilatê bi ser ketin" li aliyê din yekî jî gotiye " ji bo ku em berevajî dîtinên Ergil tevgeriyan, em li rojhilatê bi ser ketin." Pißtî ßerekî wisa, artêß nikare bi PKK'ê re rûnê. Ev ne mimkûn e. Bi tenê mirov dikare li ser çareseriya Kêßeya Kurd li hev rûnê. Li hêla din di van 14- 15 salan de, ji ber ßer, neteweperestiya tirkan gelekî xurt bû û li dora 2.5 mîlyon kesî li rojhilatê (Kurdistan) ßer kir. Wekî din dema leßkeriyê bi tenê dijminatiya PKK'ê nayê kirin, her wiha bi awayekî, djminatiya gelê kurd jî tê kirin, lewre tu nikarî van kesan razî bikî. Gelekî zehmet û dijwar e. Ji ber vê hindê, wekî min got, divê PKK bibêje "muhatap gel e." Wekî diyar e, Demirel carna dibêje "ên li çiyê jî zarokên me ne." Demirel bi vî awayî dixwaze reaksiyona gel bipîve. Wekî tê zanîn, Demirel ji bo ku mirovekî gundî ye, gelekî hûrbijar (ihtiyatlý) e. Berê jî got "em realîteya kurdan nas dikin", lê dît ku deng ji kesî nayê, wî jî dengê xwe nekir. We dil heye hûn bi Öcalan re biaxivin? Ma wê çawa çêbe? Parêzerên wî nikarin baßebaß bi wî re biaxivin. [AW75A3] Di çapemeniya Cîhanê de Doza Sedsalê: Ji bilî ßer tu rêbaz nayê pejirandin Doza Serokê Gißtî yê PKK'ê Abdullah Öcalan, ku wekî Doza Sedsalê tê binavkirin, di 31'ê gulana 1999'an de li Girava Îmraliyê dest pê kir. Daxuyaniyên Öcalan û parêznameya wî di çapemeniya cîhanê gelekî deng veda. Daxwaza Öcalan a ji bo yekîtiyeke demokratîk, di navbera kurdan û tirkan de, ji hêla gelek nûçegihanên biyanî ve jî wekî nîßaneya tirsê û hewla xwe rizgarkirinê hate nîßandayîn. Tevî ku Öcalan di roja duyemîn a darizandinê da zanîn ku wî hest û ramanên xwe li ser çareseriyê anîne zimên jî ev dîtin neguherîn. Lê pißtî ku Konseya Serokatiyê ya PKK'ê pißtevaniya xwe ji bo Öcalan diyar kir, ew helwest hinekî guherî, lê dîsa jî heman ramanan di nava nûçe û nirxandinan de cihê xwe parast. Li nik vê yekê gotinên Öcalan ên li ser karê tilyakê, kußtina kesên sivîl û têkiliyên rayedarên tirk û dewletên din re jî di nava nûçeyan cihekî berfireh girtiye. Ji çapemeniya cîhanê çend mînak: CNN: Serokê serhildêrên kurd Abdullah Öcalan ji hikûmeta tirk ßansek ji bo aßtiyê xwest ji bo dawî li ßerê kurdan ê 15 salan bîne. Öcalan got: "Heke rê were vekirin ez dikarim di nava 3 mehan de hemû mirovên li çiyayan deynim xwarê. Lê heke ev yek neyên pejirandin, dê di ßer de sedhezaran mirov bêne kußtin." New York Times: Öcalan dide ber dilê dewletê Ji Rojnameya New York Times Stephen Kinzer, ku yek ji wan kesan ku mafê ßopandina dozê bi dest xistiye, daye zanîn ku Öcalan bi helwesta xwe her kes ßaßwaz hißtiye. Li gorî Kinzer, Serokê PKK'ê Öcalan daye ber dilê tirkan û bi taybetî daxwaza xwe ya ji bo alîkariya bi dewletê re aniye zimên. Bi vê yekê jî, wî xwestiye ji derûniya tirkan ku dewletê di ser her tißtî re digire sûdê wergire. Li gorî Kinzer, Öcalan dixwaze bi vî awayî general û siyasetmedarên dewleta tirk mecbûrî helwest girtinê bike. Lewre biryara çareseriya ku Öcalan pêßniyaz dike, bidin ku ew jî beramberî mafên çandî û kutakirina ßerê çekdarî ye. Dengê Amerîkayê: Serhildêrên kurd pißtevaniya banga aßtiyê ya ji hêla serokê wan ve hate kirin, dikin. Lê daxwaza wî bi cih naynin. Li gorî ßîroveya Radyoya Dengê Amerîkayê PKK'ê pißtevaniya gotinên Öcalan kiriye, lê digel vê yekê jî ji bo wan daye zanîn ku heta ji hêla dewletê ve hinek gavên ji bo çareseriya Kêßeya Kurd neyên avêtin, ewê çekên xwe bernedin. AFP: PKK pißtgiriya banga Öcalan a ji bo qedandina ßerê li dijî Tirkiyeyê kir. Di vê nûçeyê de AFP'ê bi berfirehî cih daye daxuyaniya Konseya Serokatiyê ya PKK'ê. Ajansê ji daxuyaniyê ev rêz dane: "Em dibêjin ßerê ku 15 salan didome bes e. Bi vê baweriyê em dibêjin, di domandina vî ßerî ji bo kesî fêde nîn e. Bi vê baweriyê em hêvî dikin ku bi pêkhatiya çareseriya demokratîk riya aßtî û biratiyê vebe. Partiya me bi hemû ßaxên xwe bi yekîtî û lihevkirineke xurt li pißt daxuyaniyên serokê xwe ye. Em bangî hemû partî, gel û dostên xwe dikin ku ji bo pêkanîna daxwazên Serok Apo her tißtê pêwîst bikin." Di nûçeyê de serwextkirina PKK'ê ya di warê wekî nîßaneya qelsiyên dîtina vê bangê jî, dîsa ji daxuyaniya navborî hatiye dayin: "Ewê nêzîkdayin xeletiya herî mezin e. Heke pêwîst bike em amade ne û xwedî wê hêzê ne ku em ßer bidomînin." Di nûçeyê de reaksiyona Demirel a li hemberî dozê jî hatiye pêßkêßkirin. Demirel dîsa banga teslîmbûnê kiriye. Li nik vê yekê çalakiya gerîla ya xwefedayî ku roja 2'yê pûßperê li ßirnexê pêk hatiye jî, di nava nûçeyê de cihê xwe girtiye. Washington Post: Serokê serhildêran çalakiyên hikûmetê yên veßarî yên bo aßtiyê eßkere kirin. Ji rojnameya navborî di nûçeyeke xwe ya roja 2'ê pûßperê de Amberin Zaman gotinên Öcalan ên li ser têkiliyên PKK û rayedarên dewletê derxistiye pêß. Di vê nûçeyê gotinên Öcalan ên li ser têkiliyên bi Turgut Özal re, di sala 1995'an lihevrûnißtina rayedarên PKK'ê ên Ewrûpayê bi serhengekî (albay) tirk re û du nameyên Serokwezîrê berê Necmettin Erbakan cih girtiye. Di nûçeyên gotinên Öcalan ên bi rengê "Ez her tim li dijî kußtina sivîlan derketim." jî cihê xwe girtiye. AFP jî di nûçeya xwe ya roja 2'yê pûßperê de giranî daye ser heman mijarê. Di nûçeyê hatiye gotin ku Öcalan berpirsiya êrîßên li dijî sivîlan xistiye komikên li derveyî kontrolê. Li pey agahiyên ku di nûçeyê cihê xwe girtiye, Öcalan bi van gotinan berpirsiya van çalakiyan nepejirandiye: "Li ser çalakiyên li hemberî sivîlan, ku di navbera salên 1987 û 1996'an de pêk hatin, di nava PKK'ê de dubendiyek hebû. Min tu caran fermana êrîßên li hemberî hedefên sivîl neda. Êrîßên bi vî rengî bi destê kesên li derveyî kontrolê yên di nava PKK'ê de pêk hatine." Her wiha Öcalan daye zanîn ku heke wî rê li ber negirta, dê çalakiyên xerabtir jî pêk bihatana. Li gorî nûçeyeke Reutersê ya roja 2'yê pûßperê jî Öcalan bal kißandiye ser polîtîkayên Îngilistanê yên li ser Kêßeya Kurd. Li gorî nûçeyê Öcalan wiha gotiye: "Di destpêka salên 1990'î de min li hemberî hêzên ku dixwazin me bi kar bînin, têkoßîn da. Di vî warî de helwesta Îngilistanê tê zanîn. Ew niha êrîßî min dike û daxuyaniyên li dijî min diweßîne. Ev dewlet dixwaze kurdan li gorî berjewendiyên xwe bi kar bîne û dixwaze kurd her tim ji bo Tirkiyeyê wekî kêßeyekê bimîne. Îngilistan li ser Kêßeya Kurd xwediyê polîtîkayeke dûvedirêj e û me 150 salî bi vê polîtîkayê re jiyana xwe domand. Ev dewlet hin mirovan li gorî berjewendiyên xwe bi kar tîne û paßê jî datîne aliyekî." Rojnameya Misirê Al Osboa jî hejmara xwe ya roja 31'ê mehê de daye zanîn ku destê Öcalan ê ku ji bo aßtiyê rabûye, dê li hewa bimîne. Di nûçeyê de li ser helwesta neyinî ya dewleta tirk jî hatiye rawestandin. Di vî warî de dîtinên Doðu Ergil jî cih girtine. Ergil gotiye ew doz ji bo çareseriyê firsendek e. Lê dê dewlet vê derfetê bi kar neyine, lewre ew çareseriyê naxwaze. Di nûçeyê de li ser mafên kurdên ên çandî û qedexeya li ser zimên jî hatiye rawestandin. Di dawiya nûçeyê de hatiye gotin ku ji bilî çareseriya leßkerî di rojên pêß de tu çareserî nayê pejirandin. [AW75A4] Seroka Belediyeya Qoserê Cihan Sincar: Kesê di ber belediyeyê re boriye bûye karker! Birêz Sîncar, di hilbijartina dawîn de, tevî gelek pest û kotekiyan ku rê ji mîtîngên we bi xwe jî re girtî bû, bi taybetî li herêmê serkeftineke mezin hate bidestxistin. Hûn vê yekê çawa ßîrove dikin? Rast e! Tevî zor û zehmetiyan, tevî ku nehathißtin em mîtîngan çêbikin û tevî ku gerîna erebeyên me li taxan û propagandaya bideng hatin astengkirin jî, serkeftineke wilo me bi dest xist. Bi tenê sê rojên dawîn erebeyên me li navçeyê geriyan. Lê wê gavê jî çawa ku mîtîng pêk hatibe, erebeyên me dihatin pêßwazîkirin. Min bi xwe afîßên xwe jî nedabûn çêkirin, ez li taxekê jî negeriyam. Lê dîsa jî gelê me bi îradeyeke xurt em hilbijartin. Di vê derê de serkeftinek hebe, ev ne serkeftina min û ya xebata min e. Ev serkeftina dehan salan e. Gelê me êdî ne wekî berê ye. Kî li mafê wî xwedî derdikeve, kî hay jê heye, baß dibîne û dinase. Tißtê ku gel bixwaze, kes nikare jê re bibe asteng. Rojekê konvoya me berî ku bikeve nava navçeyê, hate sekinandin. Amirê polîsên ji terorê berpirs, bi destê xwe afîß û wêneyên serokê me Murat Bozlak û hevalên me yên din çirandin û avêtin erdê. Wî digotin: "Ji sedî sed hûn belediyeyê bistînin jî em nahêlin ku hûn rûnin!". Me jî got: "Heger ji we were, texsîr nekin!" Ez bawer im di nava belediyeyên ku HADEP'ê bidest xistiye de, radeya herî bilind Qoserê girt. Ango we % 69 dengên li Qoserê stand. Gel bi vê yekê xwest mesajeke çawa bide? Ev tê wateya ku xelqê Kýzýltepe (Qoser)'yê êdî dibêje: "Ezê heqê xwe bi destê xwe bistînim!" Her wiha Qoseriyan raya xwe daye xwe. Çend roj berê ez li Amedê bûm. Serokê Belediyeya Suriçiyê Cezayir Serin diyar dikir ku berê kî hatiye belediyeyê ji bo kar, kesî jê re negotiye "Na!" Mirov dikare bibêje heman tißt li Qoserê jî pêk hatine? Eynî ji bo vê derê jî wisa bû. Ji nexweßan bigire heta mele û îxtiyaran; kesên ku riya wan di ber belediyeyê re jî derbas nebûye, ketine kar. Sosret û ecêb e; bi tenê di beßa fenê de 600 kes çawa ku dixebite dihate dîtin, lê kes ji wan nedihate kar û serê mehê jî wan hatiye meaßê xwe standiye. Karkerên me yên fermî, bi tenê 243 kes in; ên din hemî bi qaçaxî dixebitîn. Waye nivîsa walî ji me re hatiye, dibêje: "Divê tu wan kesan ji kar bavêjî, heger tu navêjî wê gavê Wezareta Karê Hundirîn dikare derheqê te de dozê veke û te ji kar bavêje!" Serokbelediyeyê berê, ew kes ji kar neavêtin lê em HADEP in. Heger em ji bo gelê xwe bixebitin, pêwîst e ku em li gorî zagonan tevbigerin. Ez bawer im di tißtên wilo de çavên xwe ji me re nagirin. Deynê me jî nêzîkî ßeß trîlyonî ye. Bi tenê deynê karkeran 1,5 trîlyon e. Pereyên ku ji bo me, ji "Ýller Bankasý"yê tê, ji ber deynên me, tên birîn. Vê mehê ji me re 60 milyar pereyên tirk ßand. Dibe ku vê alikariyê ji binî ve bibirin. Pênc milyar hatina nav bajêr, ji me re hatiye. Lê hatina bajêr ne ev tenê ye. Bi salan e ku belediye wekî malê çend malbat û axeyan hatiye dîtin. Ji ber van deynan zarokekî ku îro çavê xwe ji dinê re veke, heta deh saliya xwe wê deyndar be. Heqê kesî ji bo vê yekê tune ye. Me li navçeyê bi çend kesan re xeber da. Wan got: "Bajar hatiye paqijkirin, pirsgirêka avê jî hinekî çareser bûye". Ligel ßîroveya we ya li ser van dîtinan, dixwazim bipirsim hûnê bi çi awayî van deynên xwe safî bikin (biqedînin)? Problema deynan, problemeke mezin e. Faîza wan bi xwe jî pir zêde ye. Em dê hêdî hêdî li hev rûnin. Heger tißtên me yên firotinê hebin, emê bifiroßin û faîzên deynên xwe bidin. Gelek xebatkar mexdûr bûne, çend ji wan hene ku teqawût bûne lê hê jî heqê xwe negirtine. Çend qul hebûn ku ji aliyên deynan ve me dagirt. Çend cih hebûn me dane sekinandin. Cihên din jî li gorî teqsîdan emê hêdî hêdî bidin. Birayê min ßerefxan Cizîrî di hilbijartinan de li vê derê bû. Wî 14 salan li Swêdê serokatiya belediyeyan kiriye. Ew dê problema me bibe derve. Dibe ku alîkariyek ji wê derê ji bo me bê. Projeya we ya yekemîn çi ye ku hûn bikin? Projeya avê ye. Rast e! Hinekî bêhna xelqê vebûye, lê dema av tunebe jiyan disekine. Her ku diçe, Qoser mezin dibe, divê mirov li gorî vê mezinbûnê tevbigere û xwe li gorî pêßerojê saz bike. Divê em avê ji pißta Qoserê bînin. Pißtî çareseriya pirsgirêka avê, êdî emê hewl bidin xwe ku Qoserê xweßiktir bikin. Di warê çand û hûnerê de projeyên we hene? Belê projeyên me yên wilo jî hene. Bila ev problemên ku divê di zûtirin katê de bêne çareserkirin xilas bibin, emê wê gavê dest bi projeyên çand û hunerî bikin. Niha pirtûkxaneyeke me li navçeyê heye, lê mixabin têrê nake. Emê wê xurtir bikin. Lê wekî min berê jî got, heta pirsgirêka avê, pirsgirêka rê û kanalîzasyonê çareser nebe, tu nikarî bi karê çandî re jî eleqedar bibî. Navbera we û qeymeqam çawa ye. Berê gotibû: "Ezê çawa bi terorîstan re bixebitim" Niha hûn li gorî wî "terorîst" in. Nîha tißtek heye. Ez li ser navê HADEP'ê bûme seroka Belediyeyê lê ji bo min di navbera kesên li Qoserê de tu ferq tune ye. Ez hatime hilbijartin ku xizmeta mirovahiyê bikim. Kî ji bo xizmetê gavekê ber bi min ve biavêje, ezê deh gavan ber bi wî ve bavêjim. Kesên ku bi vî mêjî, ku te bi nav kir difikirin jî em dê bi xizmeta xwe wan fedîkar derxin. Niha dema em li nava bajêr geriyan, em diçûne ku derê, bi zimanê kurdî dihate axaftin. Ji banqeyan bigire heta daîreyên fermî. Ango Qoser li cem min wekî navenda Welêt hate dîtin. Gelo mirov dikare bibêje ku ji ber vê rastiyê % 69 deng hate girtin. Belê rola vê yekê heye. Lê tißtekî wisa jî heye: Li vê derê ereb jî hene û wan jî got "HADEP û Cîhan hev û din temam dike" û dengê xwe dan me. Dema we dest bi kar kir we got: "Wê belediyeyên HADEP'ê bibin belediyeyên gel" û we diyar kiribû ku hûnê xebatên xwe bi awayekî zelal raxin ber çavê gel û komîsyonên gel ava bikin. Ji bo vê yekê hûnê çi bibêjin? Niha em pir nû ne. Lê di vê belediyeyê de çi dibe, divê em gel jê haydar bikin. Tißtê ku ew jê hez nakin, ez qet nakim, lê gelê me pir hißyar û zana bûye. Zane di kîjan demê de, çawa tevbigere. Wekî mînak; di Cejna 23'yê Avrêlê ango di Cejna Zarokan de, ji bo protokolê em hatibûn vexwendin. Gelê me wê rojê em bi ßiklekî wilo hembêz kirin ku ez nikarim bînim zimên. Dikaribû li wê derê tißtekî din jî bikira. Lê çi kir? Got: "Tu herî ku derê em bi te re ne!" Heta ji me were em jî dê layiqê wan bibin? [AW75B1] Avakarê pira gelan: Erdoðan Özdemir Fatih Bendewar Erdoðan Özdemir (Taylan-Rodî), di sala 1973'yan li navçeya Doðanßehir a bi ser Meletiyê ve ji dayik bûye. Pißtî ku ew li bajarê Tirkiyeyê Îzmîtê dibistana seretayî kuta (xilas) dike, malbata wî dîsa vedigere Doðanßehirê. Taylan, dibistana navîn û lîseyê li vê derê bi serî dike, paßê jî bi awayekî serketî, li Amedê li Zanîngeha Dicleyê beßa kargeriyê (ißletme) dixwîne. Taylan, di dema zarokatiya xwe de gelekî jîr û zane bûye. Ew, vê demê bi xwißk û birayên xwe ve çûye ser karê raçandina (dokuma) xelîçeyan, da ku arîkariya malbata xwe bike. Ew, dema lîseyê têkoßîna neteweyî nas dike; ev tesîreke mezin li wî dike, lewma ew di tevger û kesayetiya xwe de guherîneke mezin pêk tîne. Li pey vê demê, sosyalîzm bêhtir bala wî dikßîne, lewma ji bo fêmkirina vê îdeolojiyê bi ßev û roj pirtûkan dixwîne. Bi baweriya wî, doza rizgariya neteweya kurd, bi tenê dê bi sosyalîzmê biçûya serî. Li aliyê din, kirin û gotinên wî jî li hev bûne, lewre sosyalîstiya wî tenê li ser zimên nemaye. Ew, bi her awayî li dijî malê arîzî (özel mülkiyet) bûye. Dema li baxçeya xwe yê mißmißan xebitiye, ji bavê xwe re gotiye "bixebite bavo bixebite! Em dê siberoj vê xaka pîroz li hemû gelê kurd belav bikin." Her çiqas Taylan zêde xizanî û belengazî nedîtibûye jî, wî her tim bala xwe daye xizaniya gelê kurd û ev yek ji dilûcan hîs kiriye. Wekî din, ji ber ku herêma ku ew jê bû, gelekî asîmîle bûbû, Taylan girîngiyeke mezin didayê û wiha digot: "Pêwîst e li vê herêmê rêxistina ciwanan bê avakirin û di vî warî de, divê xebata ßoreßgerî bê xurtkirin." Ji ber vê xebatê wî ya li ser ciwanan, gelek kesên ku bi riya Taylan têkoßîn nas kiriye, xwe digihînin refên gerîla. Ji Kurdistanê heya Behra Spî Taylan pißtî ku lîseyê diqedîne, dest bi amadekariya bo zanîngehê dike. Lewre daxwaza wî ya herî mezin çûyina paytexta Kurdistanê bûye, da ku bikaribe gel û welatê xwe çêtir nas bike. Taylan, pißtî ku zanîngehê bi serî dike, di sala 1994'an de tevî refên gerîla dibe. Ji bo ku, ew di demeke kurt de, tevî warê teorîk di warê leßkerî de jî xwe bi pêß ve dibe, berpirsiyeke komekê hildide. Koma ku Taylan tê de ye, çar salan li Kurdistanê dimîne, paßê li ser fermana Partiyê, kom derbasî Herêma Derya Spî dibe. Ew, bi peyatî, di nava 6 mehan de xwe digihînin Antalyayê. Di vê demê de bi tenê bi giya û tißtên xwezayî xwe têr dikin. Dema ku ew xwe digihînin Antalyayê, li nêzîkî karkerên kurd ên ku li wê derê karê komirê dikin, bi cih dibin. Ew bi vê yekê gelekî dilxweß dibin, lê demeke dirêj nikarin bi wan re têkiliyê deynin. Pißtî ku bi wan bawer dibin, ßevekê diçin konê karkeran. Karker dema çav li ßervanên azadiyê dikevin, hem ßaß û metel dimînin hem jî gelekî kêfxweß dibin. Lewre li gorî wan, ew êdî ne tenê ne. Di vê navberê de, hem di jiyana ßervanên azadiyê de hem jî diya karkerên kurd de guherînên mezin çêdibin. Dijwarî û zehmetiyên ku karkerên kurd dikßînin, tesîreke mezin li Taylan û hevalê wî dike. Lewma ew dikevin taya jiyan û ewlehiya wan. Rojekê hevalê Taylan dibêje karkeran "Îro karwanekî leßkerî di ber me re derbas bû. Ger me lê bireßanda, wê têk biçûya. Lê em li halê we fikirîn." Ji ber vê yekê ji bo çalakiyan ew li hêviya çûyina karkeran dimînin. Dewlet termê wan jî nade Li aliyê din, di wê navberê de leßker jî gelekî zêde dibin û her operasyonan li dar dixin. Roja 27'ê gulanê sala 1998'an Taylan û du hevalên wî li kemîna dijmin diqelibin; di dawiya ßerekî dijwar de, ew û du hevalên wî digihêjin refên pakrewanan. Pißtî ßer, leßker termê Taylan û du gerîlayên din li pey qantiran girêdidin û heya navçeya Antalyayê Serikê kaß dikin. Lewre termê wan nayê naskirin. Li pey ßehadeta Taylan, malbata wî bo standina cenazeyê wî serî li Dozgeriya Serikê dide, lê dozger dibêje wan, "Hûn çima hatine vê derê...!" Bavê Taylan dibêje, "Em hatin cenazeyê kurê xwe hilînin." Li ser vê yekê dozger bêhemdî xwe dibêje "Belê, wî kurê we yê terorîst 20- 30 mehmetçîkê me ßehîd...!", lê gotina xwe nîvco dihêle. Paßê bavê Taylan hildikiße cem waliyê Antalyayê. Ji vir wî dißînin emniyetê. Li vê derê neheqî û tadeyeke mezin li wan dikin û dibêjinê "Em nizanin kurê we li ku derê ye." Peyre jî wî dißînin cem fermandariya leßkerî. Fermandar jî di ser bavê Taylan de diqîre û dibêje, "Ew ne terorîst e! Ew ßehîdê me ye û pê serbilind û serfiraz in..." Li pey vê yekê malbata Taylan serî li dadgehan dide, da ku cenazeyê wî bistîne, lê ev salekê mehkeme didome. Ger mahkeme li Tirkiyeyê encamekî nede wê malbata wî serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê bide. Ev helbest ji aliyê Erdoðan Özdemir ve ji bo "dayikên ku bo ßerê azadiyê lawikan dißînin" hatiye nivîsîn. Me beßek bo kurdî wergerand û em diweßînin: ... heye ku rojekê laßê min biavêjin gastîna gund hem jî qulqulî û bêpoz û çav lê rûyê xwe jê bade li çiyan, stêrk û rojê binihêre... ... Zebaniya nîvê ßevê li deriyê te daye pirsa min kiriye bêje wan bila hay jê hebin Nûrheq e heta hetayê cih û warê min Nema tenê diherikin kaniyê me yên li zozanên terikandî... Taylan Rodî [AW75B2] Wêneyekî Çênekirî Tu dizanî canê min? Heke min destûr bida, minê wêneyê xwe ji te re bißanda wî layî. Niha tu dibêji 'ez' dîn im; tu ji min bipirsî, ez dixwazim dîn bim. Wê hingê, min dikarîbû wêneyê xwe ji te re bißanda wî layî. Bes ne ji van makîneyên bêkêr bibûya, ku rojê bihezaran wêneyan dikißînin. Lê ku tu rastiyê bixwazî, heta niha yek wêne jî bi saxlemî derneçûye. Na na, problem ne di makîneyan de ye, problem di min bi xwe de ye, ku di nava dûrbûna nîvmîtroyê de, nikarim dengê xwe bigihêjînim te. Erê, erê! Tu wêneyekî min dixwazî dostê min, lê bi rastî ev ji bo min daxwazeke pir sext e. Roja ku tu mirî, ez dikarim wêneyê xwe bidim te. Ev serdem bi destê min çênebûye dosto! Di vê sedsalê de tu kes wêneyê xwe nade bavê xwe, ji bilî ku albûmên bav û dost û bira û nasên xwe ji wêneyên xwe mißt bikin, kes tu karê din nake. Niha li gorî min ez mamosteyê Wan Gogh im. Û heke ez ßagirtekî Wan Gogh bûma, minê wêneyê xwe li ser kartonê nîgar bikira û jî te re bißanda. Lê ez rê nadim xwe, ku ez wêneyê xwe çêkim û pêßanî te bikim; tevî ku rengên min ji tevahiya rengên sirußtê bêhtir in, ji bo ku ez kesek im, ji nîjada meymûnên vê serdemê. Heke ez dînazor an gumgumekek bûma, minê çêtir xwe ji te re biresimanda. Çimkî pêdiviya dînazor û gumgumokan ji veßartina wêneyên xwe tune ye. Heke ez papaxan bûma, min dikarîbû dengê dirûßmeya ßoreßê bigihanda wî guhê te yê ker. Mixabin, ez ne bazek im, ji yên mîna pîrika min î porhirî ya teßîrêß, ku genimê duhezar salî di nava bîst salan de bi destarê xwe yê nûjen hûrik hûrik dihêre. Têla dengê min di kêlîka ewil, di nîvê dirûßmeya ewil de qetiya. Heke ez, ez bûma, min niha ji te re nedigot, "Ez û dengê xwe di riya azadiyê de dîl ketin." Pêdiviya min bi gotinên te heye, dostê min! Ji te ditirsim, ji xwe û ji tevahiya însanan ditirsim. Hêzeke biefsûn di malzarokê de, ev tirs di nava min de çandiye. Heke ez di vê hepsa mezin de ne dîl bûma, min nedixwest ez xewnên li ser azadiyê bibînim. A rast, ne ez ji xewnan hez dikim yên bi vî rengî û ne ez ji rewßa xwe gazinan dikim. Çimkî ez jî xwe ditirsim, ku wêneyê xwe çêkim û wî deynim quncikê pêßangeha wêneyên wan keçik û lawikên ku her roj xwe dikujin, çimkî dixwazin bijîn. Min bibexßîne dostê min... Bawer bike sûc ne yê min e. Çi bikim ev serdem ne serdema ku mirov ji zindiyan hez bike ye, kirin vê nîßan dide. Ji bo ku ez jî zindiyekî ji vê serdemê me, ji xwe jî hez nakim. Ne bi destê min e, bavê min! Bavê min, ez bi vî rengî di malzariya diya min de resîm kirim; çimkî ez nikarim ji bilî xwe ji kesekî re bêjim, "Ez aßiqê xwe me". Ev zirzagoneke qeraseye canê min. Ez mîna beqeke zirnepelîxî li pêpelûka bînim û ev zagon xaniyê min e tu dizanî? Ji bo ku ez xêndî xwe me, ji xwe hez dikim û ji van tabloyên li ser bejna diwarê hucra min daliqîne, yên ku pißtî mirina wan min wêneyên wan mezin kirin, xistin çarçove û camekanan. Nizanim çima ez bi evqasî ji van miriyan hez dikim? Tevî ewê mirtib, M.ßêxo, ku di zindîtiya xwe de tu rûmet nedît, her roj li taxa me dikir tinge ring û min silaba ßerhê jî ji ser birî, hînga ku rahißt 'pîspîska ßeytên'. Ev ê porsipî, Cegerxwîn, ji bo ku rojekê di mizgeftê de Fatîha çewt xwend, gundiyan got "Melê me xurifiye" û min bi kulmikan ew ji hev de xist û gêrî biniya gund kir. Axx dosto! Ezê rojekê ji ber hezkirina van miriyan bi êßa dil herim. Ha te got çi dosto? Hinekî din dengê xwe bilind bikî, ez fêm nakim. Erê, erê... Tu dîsa wêneyekî min dixwazî. Malxirabo tu çi zilamekî bêsebrî, tu çiqas kirês li mirov teng dikî. Ez nikarim, nikarim nikarim ni.... Ma tu dizanî ku ez di vê hepsa biçûk de jî ne xwedilê tißtekî mezin im? Heke ez rast bêjim, ev cîhana xwe min ava kiriye. Hostayê van derî û derabeyên qerase, ez bi xwe me. Lê ez nikarim dosto! Ez nahêlim ku wêneyekî xwe ji te re çêkim. Oda min tarî ye, rengên min jî tev li nava tariyê belav bûne. Heke min destê xwe bidîta, di nava vê tariya baß de, minê ew dirêjî sînga çiyayekî bilind bikira û xwe li wî resim bikira. Dibêjin hin keçik û lawikên porgijik li wan deveran rengên xwe tevî hev dikin, ka nizanim wêneyê çi çêdikim? Axx canê min bawer bike ez pir daxbar im. Lê madem ku tu ew qasî wêneyê min dixwazî, rabe zû biçe malê, li wêneyê xwe binihêre, tu yê min di wêneyê xwe de bibînî. [AW75B3] Bayê Bin Baskê Çivîkan Ji dilê min nêzîktir, hevalê min merhaba. Tu dibêjî xwe biparêze. Nabêjim ji çi û ji kê. Tu ji min çêtir dizanî, belê. Ji kuçên bajêr tu dizanî, ji dîwarên qulqulkî. Û ji xwêdana cemidî. Ji gundên ßewitî jî tu dizanî, ku her dem tu jî pê re dißewitî. Ji kemînên ber deriyan, kemînên zingargirtî yên tarî û veqetandinê. Ji ßevên tam barûdî tu dizanî. Qet nebe tu ji gulên bêrûmet, yên bêwext û bitirs, ku li paß stûyan diket, tu dizanî.Û yên koçbûyinê jî ne! Ne ji tißtekî dibêjim koçbûn. Qesta min ne dilßkestina te ye. Dizanim, her dem bi dil tu li vir dijî. Xwe biparêzim, lê çawa? Bi koçbûnê ma? Bi koçbûnê xwe biparêzim. Te jî koç kir, belê. Lê birînên te li vir neman qey? Li vir man. Û yên nûtir jî her roj te diêßînin. Wê kî wan hilgire ma. Birînên te yanî. Ê kevin û yên nû. Ku hê jî didome. Wê kî hilgire? Ez çawa xwe biparêzim hevalê diltenik? Xwe bispêrim çi an kê, da ku bême parastin? Ez têkevim hêlînên çivîkan qey? Di bin baskên bajêr de nayêm veßartin. Tu ji min çêtir dizanî. Zarokên bêbav, zû min didin dest. Di ßevê û wir de jî, xwîna min qeßa digire, bi rivînên êgir yê ji derdorê gur dibin. Yên dîrok û pêßeroja me pê re tê ßewitandin. Çawa xwe biparêzim, xwe bispêrim çi an kê, da ku bême parastin? Ma ez xwe di qulikên mißk û maran xim? Mîna kundê gundê xwe, ji xwe re qelîßteka di tatan de bibînim. An mîna Nebî Berhîm ji ber xezeba Nemrûd li ber hîman ku navê wî ji vir tê, xwe veßêrim; ji bo ku agir min neßewitîne, ji bo ku jiyana min a ji bo te bi qîmet e, bidome çi bikim û xwe çawa biparêzim? Li ser baskên çivîkan mexel bêm û bifirim qey? An jî. An jî na, bibim bayê bin baskê çivîkan, ji bo ku hûn jî li ser baskên çivîkan rûnên û bifirin. Bifirin û dîsa bifirin. Bibim bayê bin baskê çivîkan ne? Hevalê ji dilê min nêzîktirî min, bibim bin bayê baskê çivîkan. Birînên te yên li vir yên ku min hilgirtine vê dibêjin. Ji ber ku nîßana azadiyêne bask vê dibêjin. Ma qey çi ye mirov hevalê delal, bi çi tê naskirin? Mirov ne bi dest û piyên xwe, bi çav û devê xwe, bi guh û pozê xwe tê naskirin. Ne bi dil û gurçikên xwe û ne jî bi zindîtiya xwe tê naskirin. Mirov xwedî nirx û kesayetî û rûmet e. Bi wan tê naskirin û bi wan dijî. Rûmeta wî ya herî mezin, jixwe ji peydabûna fikr û ramanên mirovatiyê tê. Ji kesayetiya civakî, ji welatê wî tê. Ji serxwebûna wî. Di dema ronahî û firehiyê de xwedî derketina li wan pêwîst e û di dema tarîtî û tengasiyê de têkoßîna ji bo wan rûmet e. Fedakirina can, ji bo wan. Ji pir tißtan dikare hêviyên xwe qut bike mirov. Destên xwe jê bißo, lê ji tißtinan nabe. Ji ber ku mirin e nabe, ji ber ku tarî ye û bi jehr û seqema xwe debar e, nabe. Ji ber ku mirin e, ne tenê mirina mirov, mirina gel e û di nava tariyê de xwelî bi ser de dibare, bê pêßeroj dimîne. Bêrûmet. Nabe. Belê rast e. Li jiyana xwe xwedî derketin; li zar û zêçên xwe, li malbat û hevalên xwe, li dil û evînên xwe, heya li xwarin û vexwarinên xwe, li aborî û malê xwe, li çand û hunera xwe, li civak û gelê xwe, li nirx û kesayetiya xwe, li dar û daristanên xwe, li gul û gulîstanên xwe, li çiya û berwarên xwe xwedîderketin. Li wan jî xwedîderketin rast e, pêwîst e û a herî rast li welatê xwe... Ku têkeve tengasiyê mirov, ku derfet jê re nemîne, ßevên reß û sar, bi tarî û seqema xwe wê wî dîl bigire. Ku hêvî ji aßtiyê re nemîne, xemxwarin ne derman e. Razana di ber palan de û di ber siya hîman de veßartin ne derman e. Tu kes ßewqa birûskan bi dest naxe. Bi birûskan re her tißt di wêneyekî xerab de diqefile. Melisîna li bin kulîna an a bin kirasê nebiyan ne çare ye. Neçar e. Ku mirov zanibe li çi xwedî derkeve û çi feda bike, hevalê delal? Çare, çare xwedîderketin e. Fedakirin e çare. Amadekirin û xwepêçan e. [AW75B4] Hemzeyê Pêlewan (2) Herêm: Botan Çîroka xwediyê ßûrê giran, Pîrê qederekê li derê hewßê rûnißt, berêvarkî Hemzeyê Pêlewan jî ji nêçîrê hat. Hemze meyizand ku pîreke cilperitî li derê hewßê rûnißtiye. Hemze got xaltîkê tu bi xêr hatî, tu ji ku derê tê û têyî bi ku ve herî? Kurkê min ez çi bikim, mala bavê kalitiyê ne bi xana Xwedê be, hevalê min ez li paß hißtim, nexwe vêga ez bûbûm hecî. - Nexwe wilo ye xaltîkê? - Erê bi cidê bavê kim wilo ye. - Çima tu naçî xênî? - Kurkê min, min ji pîreka te pirs kir, hûn mêvanan nahewînin? Gote "Ez bêyî mêre xwe nikarim mêvanan bihewînim." - Stûwê xwe ßkandiye. Mêvaneke weke te bi ser miho de were û miho nehewîne. De ka here banî, tu kengî bixwazî tu mêvana me yî, heta bêhna te ji me teng nebe neçe. - Ih kurkê min, ez çiqas ji te razî bim, Xwedê jî ewqasî ji te razî be. Rojek çû, du roj çûn, em bêjin pîrê du heyvan ma li mala Hemzeyê Pêlewan. Hemzeyê Pêlewan, rojina diçe nêçîrê, rojina naçe. Dîsa rojekê ji rojan Hemzeyê Pêlewan çûbû nêçîrê. Xecê û pîrê jî li eywana qesrê rûnißibûn. Pîrê ji nißka ve kesereke kûr anî xwe, got: "Aaax, axx." Xecê got, "pîrê çi bû, çi hate bîra te?" - Keçkoka min ma çi nayê bîra min. Pîrê qederekê ma bê deng, dîsa got, 'a aaax. - Pîrkê çi bû, çi hate bîra te dîsa? Keçkoka min ez nebêjim çêtir e, ne hewce ye ez serê te biêßînim. - Ez bi qurbanê pîrkê, tuyê çi bêjî bêje, lê tu nebêjî jî ezê bifetisim. Pîrê got: "Keçka min, dilê min bi te dißewite, tu her û her li van ciya yî, tu ne mirovekî biyan dibînî, ne bajarekî dibînî, vêca ma jiyana te jî jiyan e." - Pîrkê nexwe em çi bikin? - "Tu zanî keçka min, ez ji nava bajarê Cizîra Botan im, jixwe kurê mîrê me ji xwe re li jinekê digere, ma wê yekê ji te xweßiktir li ku derê bibîne." Xecê got: "Pîrkê ma qey tu nizanî ez bi mêr im, ma ezê çawa ji mêrê xwe quta bim?" "Keçka min ma mêr di darê dinê de qeliyan, ne mêrê te be?" - "Pîrkê nexwe tu dibêjî mêr ji mêrê min bi bejn û baltir hene?" "Çawa nîn in keçka min. Mirov dibêje qey te ji binî ve dinya nedîtiye. - Erê pîrkê, ez dixwazim bi te re werim, lê em dê çi ji Hemzeyê Pêlewan bikin? Pîrê got: "Keçka min, tu qet xem neke, emê wê pirsgirêkê jî çareser bikin. Tu zanî keçka min dema ku mêrê te hate malê, jê pirs bike bêje mêrko tu bi çi tê girêdan, ewê hingî bikeve xefka me de, heçî mêrê te ye, ji xwe pir qaîl e." Hemzeyê Pêlewan êvarî ji nêçîrê hat. Wê rojê Hemze dîsa nêçîreke baß kiribû. Bi ßev hersêkan li ber bixêrîkê ßîva xwe xwar. Pala xwe dane palgehên kurmancî, bû kuß kußa Hemzeyê Pêlewan, qelûna xwe dikußkußand. Xecê got: "Mêrko niha ewqas sal in, ez û tu yê hev in, te rojekê negot ez bi çi tême girêdan. - "Tu zanî hermet, ez bi qeyda hespê xwe tême girêdan." Xecê rabû çû qeyda hespê Hemzeyê Pêlewan anî û destên Hemze kirin qeydê. Çawa Hemzeyê pêlewan destên xwe ji hev birin paß, qeydê got çiring di nîvî re qetiya. Xecê got: "Mêrko eve te vir kirin, tu ne bi qeyda hespê xwe tê girêdan." Hemze got 'nexwe here tenga hespê min bîne." Xecê vê carê çû tenga hespê anî. Tenga hesp li dest û lingên Hemze girêdan lê tengê jî xwe li ber Hemzeyê Pêlewan negirt, teng jî qetand. Xecê got: "Mêrko tu bi serê wî kurê xwe yê delal kî, vê carê rast bêje, tu bi çi tê girêdan?" Hemze got: "Hey dîna dîn, ez bi mûyê dûvê hespê xwe tême girêdan." Xecê vê carê çû mûyê dûvê hespê jê kir. Mû anî li dest û çengên Hemze pêça. Hemzeyê Pêlewan, çawa ku herdu çengên xwe ßideh dane, paß mûwî dûvê hespê wî, li hestiyên çengên wî sekinîn. Xwînê got tu here, ez hatim. Hemzeyê Pêlewan di xwînê de sor bû. Çermên laßê Hemze bi ser de hat. Bû nale nala Hemze. Ji ber êßa laßê wî, dengê nale nala Hemzeyê Pêlewan ji erdê diçû ezmanê heftan. Serê êßehayî, êdî ne hewce ye desmalê bû. Hemze carekê hatibû xapandin. Êdî çi bigota, Hemze mecbûr bû bike. Êdî ji Hemzeyê Pêlewan re rêwîngiya mirin û mayînê dest pê kiribû. Pîrê rabû hevsarê hespê Hemze avête nîvê noqa Hemze û hefsar bi qûß a hespê wî ve girêda. ßûrê wî kir ber kurtanê hespê wî de. Pîrê, Xecê û kurê Hemze li hesp siwar bûn û berê xwe dane Cizîra Botan. Rojekê heta êvarî bi rê de çûn. Çûn û hey çûn, heta gihane nava bajarê Cizîra Botan. Hemze bi wê birîndariya wî ve birin derê koçka kurê Mîrê Cizîra Botan. Kurê mîr ßêro, derkete derê koçkê, halo meyizand ku pîrê û Xecê, kurek bi xwe re anîne û Hemzeyê Pêlewan jî di xwînê de sor bûye û bi hefsarê hespê wî girêdane. ßêro got: "Pîrê tu li ser serê min û bavê min hatî. Tu here gencînê, bêm te bi dilê te xelat bikim." Pîra sêhrebend giha armanca xwe û Hemzeyê Pêlewan jî danîne ber dirênceka koçka mîr. Rabûn gayek gurandin û kevel kirin. Kevelê ga bi ser Hemzeye Pêlewan de anîn. Kevelê xwêkirî, birînên Hemzeyê Pêlewan peritandin û ßewitandin. ßûnikekî ßûßtina cila danîne ser pêpelûka ewil a dirêncekê. ßêro got: "Heçî kesê ku di ber Hemzeyê Pêlewan re derbas bibe, bila ßûnikekî lê bide." Xwarina Hemze ji goßtê xezalan, ketibû qetek nanê hißk ê tisî. Heçî kesê ku dida dirêncê da ku here jor, dirahißte ßûnkê cilan, digotin tep ßûnikek li Hemzeyê Pêlewan didan. Dema ku kurê Hemze di ber re diborî, dilê wî bi bavê wî dißewitî. Dirahißte ßûnik, hêdîka li bavê xwe dida. Hemzeyê Pêlewan çend salan ma di wê rewßê de. Di wê navê de keçeke Xecê çêbû û kurê Hemze jî hê mezintir bû. Rojekê ji rojan, ßêro û Xecê zarokên xwe bi xwe re birin, çûn ber Çemê Dîcle seyranê. Çûn li ber çem li binê çinarekê rûnißtin. Xwarina xwe vekirin. Meyizandin ku tißtek ji bîr kirine. ßêro got: "Keça min, tu û birayê xwe herin malê, de ka hûn tißtên me yên ji bîr kirî naynin." Rabûn, keçik û kurik ketin ser rê, hatin malê. Hemze got: "Kurê min, ez dizanim tu ji min hêz dikî, lê tißtek ji te nedihat, lê vaye îro tu karî qenciyê bi bavê xwe yê dîl bikî. - "Yabo ez dikarim ji bo te çi bikim?" - "Meyzêne kurê min, ßûrê min di lîskê mirîßka de ye, bîne vî kevelî tayê wî qut bike û mûwê bi destên min ve jî qut bike, ez tißteke din ji te naxwazim." Kurik got: "Yabo ez nikarim rahêjim ßûrê te, ßûrê te giran e." - "Kurê min tu kurê Hemzeyê Pêlewanî, çawa tu nikarî rahêjî ßûrê bavê xwe? Ka here pêßiyê biceribîne, hingî emê zanibin ka tu karî rahêjî an tu nikarî." Kurê Hemze çû ji bin lîskê mirîßkan ßûrê bavê xwe kißand û anî, hêdî hêdî ew kevelê dirûtî tayê wê qetand û mûwê bi destên bavê xwe ve jî qetandin. Hemze careke din kevelê ga li xwe pêça. Keça ßêro dît ku kurik destên bavê xwe vekirin; keçikê got: "Bi Xwedê ez dê ji bavê xwe re bêjim, te destên bavê xwe vekirin." Kurê Hemze rabû ji dilê xwe duayek kir, got: "Xwedê bike, keçik here di kaßekî de bikeve û diranên wê di zimên de herin xwar ku êdî ziman lê negere." Keçik û kurik bi rê ketin da ku herin cem dê û bavê xwe. Çûn çûn, gihane kaßekî, lingê keçikê li kevirekî aliqî û bi dev ve çû erdê. Diran di zimên de çikizîn û dev û dimaxê keçikê tijî xwîn bûn. Heta keçik giha cem bavê xwe tißtek li bîrê nema û ziman di dev de negeriya. Bû êvar, ßêro û pîreka xwe û Xecê bi rê ketin hatin koçka xwe. Xecê mêrekî nû kiribû, bi dest û dilê xwe bû û kêfa wê li cî bû. Her û her ken li ser rû bû, haya wê ji bayê felekê nemabû, ji xwe re digot: "Ez nika hatime dinê" ma wê ji ku zanibûya Hemzeyê Pêlewan destê xwe vekirine û weke bazekî li hêviya nêçîra xwe rawestiyaye. ßeva tarî bi ser bajarê Cizîra Botan de hat. Bû çirçirka sîsirkan û bû qur qura korîlîka, li koçka mala mîr hemû kes ketin xeweke ßêrîn û Hemzeyê Pêlewan ji nava kevelê ga derket, bû reqe reqa kevelê ga. ßêro ji xew ßiyar bû. Got: "Çermo çi xire pißta te ye, te çi di xewna xwe de dît?" Hemzeyê Pêlewan got: "Mîrê min, min di xewna xwe de didît bazekî zend zêr dikete nava çil mêrî de, deh dikußt, di mane sih mêr." ßêro got: "Tu li wê xewnê razê, tu dê gelek xewnan bibînî." ßêro bi xew ve çû û Hemzeyê Pêlewan rahißte ßûrê xwe, da devê çekê, hilgeriha jor, kete nava leßkerên ßêro de, serê dehan jê kir, ma sîh leßker. ßêro dîsa ßiyar bû got: "Çermo dîsa çi kefte lefta te ye? Tu di çermikê xwe de natebitî." Hemzeyê Pêlewan bersiv da got: "Mîrê min, min dîsa heman xewn dît, ez hißyar bûm." ßêro got: "De razê çermê çerm." ßêro dîsa bi xew ve çû û Hemzeyê Pêlewan rabû kete nava leßkerên ßêro; yek nehißt. Serê hemûyan di ber re jê kir. Rabû çû serê ßêro jî jê kir. Çû raserî Xecê rawestiya got: "Xeeeeecê de ka rabe ser xwe û bibîne ka ji min û ßêro kî mêrtir e. De rabe pîreka kurê mîro, weleh hûn çûbûna ber perê rojê jî felatiya we dê ji destê min nebaya." Xecê halo rabû li dora xwe meyizand ku ne nobedar mane, ne jî mêrê wê maye. Hemzeyê Pêlewan serê hemûçikan jê kiriye û koçka mala mîr ji xwînê kiriye bêr. Xecê got: "Mêrko ez di bextê Xanî Baba de me, tu min nekujî, min bide xatirê wî bavê ku tu pir jê hez dikî." Hemze got: "Xayina xayin, de bila tu bi qurbana nênûkeke bavê me Xanî bî. Welehî te xwe nekiriba bextê wî ewliyayî, minê piçê te weke guhê te lê kiribana." Hemzeyê Pêlewan rabû hemû kulek pace û derî girt û Xecê hißte li pißt derî. Bi çepilê herdu zarokan girt li pißt xwe siwar kir. Dîsa berê xwe da qesra xwe ya kevin a ku di nava çiyayên Botanê de avakirî. Hemzeyê Pêlewan weke pêlewaniya xwe derket û giha miraza xwe û hûn jî bigihên mirazê xwe. (Qediya) [AW75B5] Weßanên kurdî di înternetê de ne Pißtî Serxwebûnê Welat jî bergeha xwe fireh kir Xwendevanên kurd êdî dikarin weßanên li ser rewßa kurdan ku heta îro nedikarîbûn bi dest bixin, bi rehetî di înternetê de bidest bixin û bixwînin. Heta îro weßandina pirtûk, kovar û nûçeyên ku li ser kurdan bûn, ji aliyê serdestan ve dihat qedexekirin. Lê êdî ji vir û wê de nikarin pêßî li wan bigirin. Yek ji van kovarên qedexekirî, Kovara siyasî ya mehane Serxwebûn, ku li Ewrûpayê derdikeve û ev 18 sal in weßana xwe berdewam dike, ji despêkê ve li Kurdistan û Tirkiyeyê qedexe ye û xwendevanên li van deran dijîn nikarin bi awayekî rihet û vekirî xwe bigihînin vê weßanê. Her wiha Rojnameya Azadiya Welat jî, tekane rojnameya hefteyî ya kurdî ye, lê kurd û Kurdistaniyên li ser axa xwe dijîn, (bi taybetî yên li bakurê welêt) nikaribûn li ser axa xwe, bi hêsanî vê rojnameyê bixwînin. Lê êdî bi pêßketina teknolojiyê re dinya biçûk bû, sînorên qedexekirinê hatin rakirin. Bi derketina înternetê re jî sînorên qedexekirî jî ji holê hatin rakirin. Kurd jî ketin înternetê û sînorên qedexekirinê parçe kirin. Îro xwendevan bi hêsanî dikarin xwe bigihînin kovara Serxwebûn, Rojnameya Azadiya Welat, Özgür Politika û hwd. Serxwebûn û pirtûkên qedexekirî di înternetê dene Kovara Serxwebûnê ev 18 sal in bê rawestan weßana xwe didomîne. Di van 18 salan de ji xwendevanên kurd kê devê xwe vedikir, axîna xwendina vê kovarê dikir. Kovara navborî demekê berê li înternetê sîteyek vekir. Êdî kîjan xwendevan bikeve vê sîteyê bi hêsanî dikare vê kovarê bixwîne. Di van rojên dawîn de sîteya Serxwebûnê berê xwe berfireh kir û di sîteya xwe de cih da 23 pirtûkên ku dîsa xwendevanan nedikaribûn xwe bigihînin wan. Pirtûkên ku ji nameyan û talîmatan pêk tên, pirtûkên li ser kongreyê û hwd. di sîteyê de li benda xwendevanên xwe ne. Kovara Serxwebûn di vê navnîßanê de cih digire: www.serxwebun.com. Navên çend pirtûkên ku xwendevan dikarin bi vê riyê xwe bigihînin, wan ev in: Abdullah Öcalan, "Nasýl Yaßamalý III" (Mirov Divê Çawa bijî I-II)", "Devrimin Dili ve Eylemi (Çalakî û Zimanê ßoreßê)", "Ýlk Konußmalar (Axavtinên Pêßîn)", "Romana Belgeyî ya Hüseyin Özbey", "Tarihe Gömülmüß Zamanlarýn Peßindeki Militan (Mîlîtanê/a li Pey Demên Dîrokê de Nok Bûne)", "Mordem'in Güncesi (Rojnivîsa Mordem)", ya Muzaffer Ayata, "Tarihe Ateßten Bir Sayfa: Diyarbakýr Zindaný (Bo Dîrokê Rûpeleke ji Êgir: Zindana Amedê)". Êdî OHAL jî nikare pêßiya A. Welat bigire Rojnameya Azadiya Welat di çarsaliya xwe de zincîrên qedexeya OHAL'ê bi vekirina sîteya înternetê parçe kir. Wekî tê zanîn sala par di meha kewçêrê de ketina Azadiya Welat bo OHAL'ê hate qedexekirin. Ji wê rojê û heta îro xwendevanên me yên di nav sînorên OHAL'ê de dijîn, nedikaribûn rojnameya xwe ya ku bi zimanê dayika wan tê weßandin, bi hêsanî bixwînin. Lê êdî bi vekirina sîteya înternetê, xwendevan dikarin rojnameya xwe ya bi kurdî bixwînin. Navnîßana malpera Azadiya Welat jî ev e: www.welat.com Her wiha ji bêyî Kovara mehane ya siyasî Serxwebûn û rojnameya hefteyî A. Welat, kovar û rojnameyên ku li derveyî welêt tên weßandin wekî Dugir, Armanc, Rojbaß û wekî Özgür Politika û The Kurdistan Observer jî di înternetê de ne. Ligel van qewimîn û pêßketinên dîrokî, Doza Sedsalê jî ev demek e ketiye înternetê û bi vê riyê, raya gißtî ya cîhanê ji qewimînên der heqê doza Serokê Gißtî yê PKK'ê Abdullah Öcalan de agahdar dike. Malpera Doza Sedsalê, girêdayî qewimînan berdewam xwe nû dike: www.asrinhukuk.com [AW75B6] Jînenîgariya 'Rojê' Weßanxaneya Zelalê bi navê "Doðuda Yükselen Güneß (Roja ku li Rojhilat berz dibe" pirtûkek ku ji du cîldan pêk tê derxist. Pirtûk ji aliyê M. Can Yüce ve hatine amadekirin û li ser jiyana Serokê Gißtî yê PKK'ê Abdullah Öcalan e. Digel jînenîgariya Öcalan dîroka PKK'ê jî di nava rûpelên pirtûkê de cih digire. Di pêßgotina cîlda yekemîn de M. Can Yüce li ser sedema vê xebatê wiha dibêje: "Di sala 1995'an de hevrêyekî min di nameyeke xwe de gotibû, 'Serok nivîsên te yên ku di rojnameyan de tên weßandin, dixwîne û diecibîne, lê dibêje, 'Di vê pêvajoyê de ev nivîs êdî têrê nakin û divê tu hinekî din karîgertir û berfirehtir binivîsî û ger tu xebateke wiha bikî em dê jî pißtgiriya te bikin." Yüce jî vê nameyê ji xwe re wekî talîmateke birûmet dibîne û dest bi xebatê dike. Lê ew dîsa dide zanîn ku ji wî romanek dihat xwestin û ev jî wî ditirsîne. Ji ber ku berê hîç roman nenivîsandine. Gelekî li ser difikire û dûre biryar dide ku dikare li ser biyografyaya Abdullah Öcalan binivîse. Bi handana hevrêyên xwe, bo nivîsandina biyografyayê pêßnûmayekê amade dike û ji bo nirxandinê dißîne ba Öcalan. Ji wî jî bersiveke erênî distîne, bi dil û can dest bi xebatê dike. M. Can Yüce dide zanîn ku di salekê de cîlda yekemîn xelas kiriye lê ji ber astengiyên li ber peydakirina çavkaniya berhemeke li gorî dilê wî derneketiye holê. Her wiha ji ber rewßa zindanê di hin deman de wî xebata xwe daye rawestandin. Di destpêka pirtûkê de jî berê pirsa çima: "Rojhilat" û çima "Roj" dike û bersiva van pirsan di nava pirtûkê de bi vî awayî dibersivîne: "Kîjan kurdî peyva 'Rojhilat' û 'Rojhilatî' nebihîstiye? Bi peyva 'Rojhilat' û 'Rojhilatî' kîjan kurd biçûk nehatiye dîtin û lê tade nehatiye kirin?" Dîsa dide zanîn ku Rojhilat înkara Kurdistanê û Rojhilatî jî wekî înkara kurdan hatiye bikaranîn û di pergala dagirkeran de li ßûna kurd û Kurdistanê de ji wan re bûye "nasname"ya nû. Rojhilatî, bênasnavî bû û'Rojhilatî'ya nû jî kurd û Kurdistan bû û bi Rojhilatî ya kevn re ßer dikir. Û wiha dipirse: "Ev jixweber çêbû? Na! Ev lihevnekirin û bûyîna ji bo nasnameya nû li Rojhilat bi hilatina rojê re dest pê dikir." Pißtre jî vê dibêje: "Roj ji rojhilat hiltê. Herkes vê dizane. Ma cihê ku herî zêde pêdivîya wê bi rojê hebe, li vir derketin û bilindbûna rojê nexwezayî ye?" Li gorî baweriya Yüce roja ku kurd li bendê bûn di tarîtiya sala 1970'yî de derket û ji ber van sedeman 'Rojhilat' û 'Roj' hêmaya ku herî baß rastiyên Abdullah Öcalan nîßan didin in. Dîsa ji bo pirseke 'Çima xebatek wisa' jî van tißtan dibêje: "Biyografyaya Öcalan di heman katê de dîroka PKK'ê ye û ew wekî goßt û neynûk in û ji hev nabin." Mînakeke din jî ev e: "Bi awayekî vejîn û rabûna kurd e. Kurteçîroka Serok Apo kurteçîroka tekoßîna PKK'ê û vejîna kurdê ku radibe ser piyan e." Her du cîldên pirtûkê ji xeynî pêßgotinan her yek ji sê beßan pêk tê. Di pirtûka cîlda yekemîn de, beßa yekemîn de li ser jiyana zarokatî, xortanî, taybetî û serhildan ên Öcalan tê rawestandin. Jiyana Öcalan ya zarokatî balkêß û taybetiyên wî yên zarokatiyê taybetiyên wî yên serokatiyê jî ßanî mirov didin. Lewre wekî ku di pirtûkê de hatiye nivîsîn wî di zarokatiya xwe de wekhevî parastiye. Dizîtiya kedê nekiriye û kesê ku dizîtiya kedê bikira li hemberî wî/ê bi hêrs rabûye. Beßa duyemîn a pirtûkê wekî gavavêtina ßoreßê (1969-1973) tê binavkirin û têde qala xebatên Öcalan ên wê demê, naskirina sosyalîzmê, jiyana wî ya Stenbolê tê kirin. Beßa sêyemîn a pirtûkê jî kemilîna îdeolojîk a komê radixe ber çavan. Cîlda duyemîn a pirtûkê ji xeynî pêßgotinan ji sê beßan pêk tê. Di pêßgotina wê cîldê de M.Can Yüce li ser diyalogên wî û Sema Yüce disekine. Dîsa di vê beßê de nameyên Sema Yüce û Fikri Baygeldi jî cih girtiye. Di vê cîldê de pêvajoya 1977'an û heta derbeya 12'yê Rezberê radixe ber çavan. Di pirtûkê de mirov dikare Berxwedana Hîlwanê, xebatên li dijî ajanan, li ser Manîfesto û gundê Fîsê, krîza rêxistinê, derketina derveyî welêt, girtinên Elezêzî û hwd. bibîne. Wekî dawî mirov dikare bibêje, zimanê pirtûkê sivike û lewre xwendekareke/î dibistana seretayî û xwendekareke/î zanîngehê jî bi hêsanî dikare bixwîne. Dîsa di her du cîldan de tu tißtên neyênî yên ku di dîroka tekoßînê de derketine jî nehatine veßartin. Ji bo kesên ku dixwazin PKK'ê û Serokê wê binasin çavkaniyeke baß derketiye holê. [AW75B7] ß. Seîd kengî tevlî partiyê bû? Rojekê dîlên ßer ên di girtîgehê de di perwerdehiyê de ne. Mijara perwerdehiya wan a wê rojê Serhildana ßêx Seîd e. Perwerdekar dibêje: "ßêx Seîd wiha kir, wiha lê da û wiha hate daleqandin" û hwd. Di wê navberê de ji nav wan hevalan yekî gundî ji nißka ve tiliya xwe bilind dike û wiha dibêje: "Heval ßêx Seîd kengî tevlî partiyê bû!" Zer... Zer... Zer ji xwe zer e Rojekê gelê Hezexa ßirnexê ji bo pîrozbahiya Newrozê li qada navçeyê di cive. Xortek ku ala ERNK'ê di dest de ye ji nava gel derdikeve ser xênî ku rengên alê bi gel bide nasîn. Dengê xwe bilind dike û dibêje: "Binêrin, ev ala me ye. Wekî hûn jî dibînin ala me kesk, sor û zer e. Keskahiya alê, deßt û çiyayên me; sorahiya alê, ji xwîna me ye; zerahiya alê... zer... zer... zer jî ji xwe zer e lo!.." Dibistana Seretayî Li gundê Hezexê gava ku xwendegeha seretayî nû vedibe, gelek zarokên gund dest bi çûyîna dibistanê dikin. Zarok diçin xwendegehê lê tißtekî fêm nakin. Mamoste bi tirkî diaxive, zarok bi kurdî. Dê çawa bibe. Kes ji kesî tißtekî fêm nake. Dîsa rojekê mamoste ji zarokan re dibêje: "yarýn hepiniz tertemiz okula geleceksiniz (hûnê sibê giß pîr û pak werin dibistanê)". Keçikek di ber xwe de dibêje: "Wîîî, yadê ev qet fedî nake. Emê çawa bi tertan de mîz bikin. Bi Xwedê min bi tertan de mîz nekir." Hûn ne bergîr bûna... Di hilbijartina 1999'an de li gundekî Mêrdînê yek bi kamyonê etariyê dike. Di gera gundan de, li gundekî disekine û li gora amblemên partiyan ji gundiyekî dipirse û dibêje: "Hûn di vê hilbijartinê de çi ne?" Gundî dibêje: "Em di vê hilbijartinê de hesp in." Etar bersivê dide: "Amentû billah hûn eynî dißîbin jî." Gundî ji etêr hêrs dibe, etar dîsa bersivê dide: "Kuro ma hûn ne bergîr bûna we dengê xwe ne dida bergîr!" Bîst heb kutilk Rojekê zilamek dizewice, ji ber ku mala wan li derveyî gund e, ji xwe re bîst heb kutilkan çêdike. Zilamek rêwî digihêje ber malê û li derî dixe û dibêje: "Ez mêvanê Xwedê me, hûn min dihewînin?" Zilam dibêje: "kerembike." Rêwî diçe hundur û xwedî mal bîst heb kutilkên ku çêkiribûn gißkan tîne, dide ber. Rêwî wan kutilkan gißan dixwe. Xwedî mal û jina wî birçî dimînin. Dotira rojê dîsa ji xwe re kutilkan çêdikin. Ber bi êvarî rêwiyekî din li derî dixe û dibêje: "Ez mêvanê Xwedê, hûn mêvanan dihewînin?" - Tu ji kîjan gundî yî? - Ez ji gundê Kundê me. - Heval ma gundiyê we Selîmo hat mala me, me bîst heb kutilk çêkiribûn; me dan ber wî, ew kutilk giß xwar û em birçî hißt in. - Ma malava kê ji te re got bîst heb kutilk bide ber. Te hivdeh, hijdeh an nozdeh heb bidana ber! [AW75C1] Divê em Îmraliyê fêm bikin Tißtê ku li Ýmraliyê tê darizandin, mafê çarenûsê ê kurdan e. Dewleta tirk jî vê yekê wisa fêm dike, biyanî jî ... Divê em jî vê wisa fêm bikin. 'Serkêßê (elebaßý)' serhildana kurdan a dawîn, bi hevkariya NATO-Ýsrailê hate derdestkirin û teslîmî TC'ê hate kirin. Ji wî çaxî de dewleta faßîst, ku ji aliyê olîgarßî ve tê birêvebirin, pißtî amadekariyên gelekî mezin, perdeya li ser xwe hilanî. Berdevkên ku olîgarßiyê, ku her dem pêßewayê kurd Öcalan wekî 'terorîst' bi nav kiriye, bi awayekî eßkera doza tunekirina Öcalan dikin. Li hemberî vê yekê, Pêßawayê Kurd, ji mehkemeya qaßo, encax ji nav çend heban bi ßopandina xeteke stratejîk dikarîbû derketa. Ji van a yekemîn û ya herî kambax; dibû ku bi tirsa îdamkirinê ji 'poßmaniyê' behs bikira.. Ya duyemîn; ji bo kesên ku hêviya 'lehengiyê' jê dikir, bibûya bersiv, bigota ez dadgeha we nas nakim û serî li tißtên eletewß bida. Bi vê riyê jî wê Tirkiye bibûya gola xwînê. Lê, wî riya sêyemîn hilbijart: Her çiqas ku darizandinê nepejirîne jî nas kir û qerar da ku vê derê wekî platforma aßtiyê bi kar bîne. Bi vê riyê jî dikarîbû (di rastiyê de TC'ê ev kire rewßeke komedyane) di planê 'weßana yekser' biaxiviya, daxwazên xwe ji gelê tirk re bi awayekî baßtir vegota û bida zanîn bê ka berpirsê xwîna tê rijandin kî ye û aßtiyê kî dixwaze. Serokê Rûmetê yê KNK'ê Serok Apo, ev stratejiya xwe bi serkeftî pêk anî. Rûnißtina wî ya di dozê de, ne wekî tawanbarekî bû; ji êrîßkarî û tehrîkan jî gelekî dûr bû. Di rastiyê de, wî fersenda dadgeriyê bi dest xist û ev yek bi awayekî vekirî û gelekî bi hostayî bi kar anî. Em dikarin vê yekê ji van hevokan derxin: "Ku fersend bê dayîn, ez li ser hîmê dewleteke demokratîk , ji bo xizmeta aßtiyê amade me." Belê ya ku li ser bê rawestandin ev e: "Di bingeha cumhuriyeteke demokratîk" de. Serok Apo di îfadeya xwe ya ku wê paßê bê weßandin de, konsepta komara demokratîk jî vedibêje... Li gorî vê, ev komar, yeke ku gelê kurd û tirk bi hev re wekhev tê de dijîn, bi temamî cumhuriyeteke demokratîk e.. Di rastiya xwe de hevok, bi temamî redkirina pergalê ye. Lê heta tu bêjî bes, hevokeke ku nerm hatiye gotin, heta bêjî bes komareke baß hatiye formûlekirin. Serok Apo, di rastiyê de gava li hemberî mehkemeyê komploya navneteweyî anî zimên, mehkeme red kir. Gava ku berpirsên dîlketina xwe rêz dikirin, hevoka wî ya bi rengê "Ligel vê rewßê îdamkirina min ne hewce ye", ev ji bêyî îfadekerina binpêkirina hiqûqa navneteweyî ne tißtek e. Tîne wateya: "Bûyera dîlgirtina korsanî, pêvajoya mehkemeyê li gorî hiqûqa navneteweyî kiriye rewßeke nerewa." Di vir de dixwaze doza Lîderê Afrîkaya Baßûr Ebrahîm, bi bîr bixe ku di wê rejîma nîjadperest de çawa beraat kir. Serok Apo pirsên 'malbatên ßehîdan', ku ji aliyê olîgarßiyê ve bo beßdarbûna mehkemeyê hatin ajotin jî dibersivîne. Ev hevok gelekî balkêß e: "Ez bi qasî tißtê ku li para min dikeve, ji malbatên ßehîdan lêborînê dixwazim." Lê niha yên ku vê hevokê rast naxwînin, dikarin bêjin "Wey, Serok lêborîn xwest". Lê di rastiyê de di vê hevokê de felsefeyek gelekî mezin veßarî ye. Vê yekê dibêje: "Ji mirina van mirovan, her du aliyên ßer jî berpirs in. Ez aliyekî ßer im, lê aliyê din jî heye. Hûn di van ßert û mercan de, bi hêsanî dikarin bi ser min bên. Lê tu gotina we ji bo pergala faßîst ku zarokên we li hemberî me radikin, tune ye. Heta gava hûn berê xwe didin wan, hûn dibêjin, "Zarokên me ji bo we feda bin"...Ev jî edaleta we ye. Bi rastî yê ku divê bê cezakirin, ewên li jor ên ku zarokên we dixin nav vî ßerê bêmaf in. Herin bi berstûka wan bigirin."... Lê wê ev yekîneya tînin mehkemeyê di pêkanîna van rolên xwe de berdewam bike. Ew, ewên ku mêjiyê wan hatiye ßûßtin, wê ji ku zanibin ku têgîna welat, welatê hinekan din di nava xwe de nahewîne? [AW75C2] Lê hîn kurd kobayên çekên kîmyewî ne Bi Protokola Cenevreyê di 1925'an de çekên kîmyewî hatin qedexekirin Hilberandin û bikaranîna çekên kîmyewî û biyolojîk di sala 1925'an de bi Protokola Cenevreyê hate qedexekirin. Lê digel vê yekê jî li gelek deveran ev çek ji hêla hêzên dagirker ve li ser gelên bindest hatin ceribandin. Li Iraqê di sala 1963'yan de kurd bi bombeyên napalmê ji ser xaka xwe tên vederkirin û jiyana kurdan bi bombeyên napalmê yên ku Iraqê bikaranîne ketiye bin xetereyeke pir mezin. Ev çekên ku xwezayê têk dibin, li gorî çavkaniyan ji aliyê Almanya, Îspanya, Amerîka, Îngilistan û her çiqas bi awayekî fermî nehatibe îspatkirin jî, ji aliyê Sovyetîstanê ve hatine hilberandin. Di serî de ev çek li Iraqê dûre li Îranê û ji wê bi ßûn de jî li Tirkiyeyê pißtî destpêka tevgera Partiya Karkerên Kurdistanê ji aliyê artêßa tirk ve li dijî kurdan hatine bikaranîn. Berî ku em li ser Îran û Tirkiyeyê rawestin, emê der barê çekên kîmyewî û bombeyên napalmê yên ku li Iraqê li dijî kurdan hatine bikaranîn, kurte-agahiyekê bidin. Iraqê Protokola Cenevreyê di 1931'an de mor kir. Pißtî ku Portokola Cenevreyê di 1925'an de tê girêdan, wekî dewletên din yên cîhanê Iraq jî di sala 1931'ê de Protokola Cenevreyê ya qedexekirina çekên kîmyewî dipejirîne. Ligel vê yekê jî dewletên ku ev protokol mor kirine dîsa jî dest ji çekên kîmyewî bernedane. Di serî de Iraq û Tirkiyeyê digel Amerîqa û Îsraîlê ev çek li hemberî gelên 'hindikahî' bi kar anîne. Di warê bidestxistin û hilberandina van çekên xeternak de Xanedana Haßimî hewlên gelekî mezin dane xwe. Di vî warî de li gorî çavkaniyan, yekemîn car nebe jî çekên kîmyewî bi saya Xanedana Haßimî li Iraqê hatine bicihkirin. Di heman demê de Xanedana Haßimî wekî ku li jorê jî hate diyarkirin di 8'ê meha rêzbera sala 1931'ê de Protokola Cenevreyê bi ßertekî îmze dike. Iraq ßertekî wiha dide pêß: "Ger dewletek bi van çekan êrîßî Iraqê bike, Iraq jî bi heman çekan wê mafê xwe yê berevanîkirinê bi kar bîne." Dîsa li gorî çavkaniyên îngilizan, heta salên 1950'yî di destê Iraqê de li ser çekên kîmyewî tu zanînek ango kapasîteyeke ku têra xebata afirandin, hilberandin an jî bikaranîna çekên kîmyewî bike, tunebûye. Li gorî çavkaniya "The Problems of Chemical & Biological Warfare (Kêßa ßerê Kîmyewî û Biyolojîk)" dema ku Iraq di bin desthilatdariya Brîtanyayê de bûye, di destê hêzên îngiliz de hejmarek çekên kîmyewî û her wiha bombeyên napalmê hebûne. Bi baweriya heman çavkaniyê, dema Brîtanya ji Misirê vekißiyaye li dûv xwe gelek çekên kimyewî hißtine. Li gorî ragihandina heman çavkaniyê heman tißt li Iraqê jî pêk hatiye. Dema ku Brîtanya ji Iraqê derketiyê ew çekên kîmyewî yên di destê hêzên wê de ji Iraqê re mane. Hewlên Iraqê bo peydekirina çekên qedexe Dema mirov berê xwe bide salên 1950-55'an dê rastiya vê rûdanê baßtir bibîne. Bi pakta di navbera Îngilistan û Iraqê de ku di sala 1955'an de hate îmzekirin, hewl û armanca bidestxistina çekên kîmyewî û bombeyên napalmê yên Iraqê baßtir eßkere bûn. Yekemîn car hingî dinya pê hesiya ku Iraq bi pey van çekan de baz dide. Jixwe pißtî paktê bi demeke kin Iraqê 6 heb endamên artêßa xwe di sala 1956'an de ßandin Amerîkayê û ew li ser çekên kîmyewî û biyolojîk perwerde kirin. Wê demê yanî di salên 1951 û 52'yan de ji ber ku Amerîkayê di ßerê Koreyê de çekên kîmyewî bikaranîbûn, ew ji aliyê raya gißtî ya navxweyî ve dihate tawanbarkirin. Ligel wê yekê jî dîsa endamên leßkerî yên Iraqê di warê marîfeta çekên kîmyewî de, ji aliyê hezên leßkerî yên Amerîkayê ve hatin perwerdekirin. Çavkaniya îngiliz ya ku li jor navê wê hatiye dayin, dîsa dide zanîn ku di salên 1957 û 1965'an de 17 endamên artêßa Iraqê li Amerîkayê beßdarî kursên çekên kimyewî bûne. Ji bo zêdekirina nimûneyan mirov dikare mînaka 1948'î jî bide. Di wê demê de Îsraîlê jî li dijî ereban çekên kimyewî bikar anîne. Li ser vê mijarê Dr. Celadet Çelîker di pirtûka xwe ya bi navê "Lý Kurdistanê û Rojhýlata Navin Çekên Kimyayi-Biyolojiki û Atomi" de nirxandinekê dike. Bi baweriya Çelîker, bikaranîna çekên kîmyewî ya Amerîka û Îsraîlê bala Iraqê kißandiye. Li gorî ßîroveya Çelîker, Iraqê dîtiye ku çekên kîmyewî û biyolojîk pißta dijminê herî qewîm tînin erdê û bi saya van çekan serkeftin têne bidestxistin, lewma Iraqê dest avêtiye van çekan. Kurd bûn hedefa bombeyên napalmê Pißtî ku di sala 1963'an de Abdulkerîm Qasim bi darbeyekê ji textê Xanedaniya Iraqê tê dûrxistin, Baasiyên ku li Iraqê tên ser kar, giraniyê didin xebatên ji bo bidestxistina çekên kîmyewî û bombeyên napalmê. Baasî bo bidestxistina van çekan gelek caran bi îngilizan re peymanên veßarî girêdidin. Li gorî çavkaniyan di salên 1960-61'ê de Iraqê mîqtarek zêde çekên kîmyewî wekî bombeyên napalmê ji îngilistanê dikire. Dema mirov berê xwe bide ßerê di navbera Iraqê û kurdan de, di sala 1963'yan mirov rastî bikaranîna çekên kîmyewî û bombeyên napalmê tê. Wekî nimûne, di meha pûßbera sala 1963'yan de hêzên Iraqê yên di bin fermandariya Taha Al-ßekerci de li herêma Koysancaqê çardeh gundan bi bombeyên napalmê serobino dikin. Li gorî ragihandina belgeya Beßa Agahiyê ya Komîteya Birêvebirana ßoreßa Kurd a sala 1966'an, di wê demê de 50 gund hatine bombekirin û tarûmarkirin. Hinek ji wan gundan ev in: Poyî, Pißt, ßan, Soradî, Doskî, Zaxo, Amediye, Yekmala, Birwavî, Xiß Xaß, Dirgala, Nazaniya, Kox û Hîran. Dîsa di sala 1965'an de jî, li herêmên wekî Bersirîn, Mawliyan, Sirgolû, Gordî û Xomal; di meha gulanê de jî gundên wekî Çoman, Gadala, Vallî, Rezan, Panven, Mêrga, Hilßû û diza bi van çekan tên rûxandin. Di meha tîrmehê de jî li herêma Hewlêr gundên bi navê Moran û Hemzebeg ji aliyê hêzên Iraqî ve bi bombeyên napalmê hatine ßewitandin. Li gorî çavkaniyên cur bi cur yekem car Amerîkayê di sala 1961'ê de bombeyên napalmê di ßerê Wîetnamê de li dijî ßervanên tevgera rizgarîxwaz a gelê Wîetnamê Wîetkongan bi kar anîne. Her çiqas ev agahî di hinek rojname û raporên ne fermî de hatibin weßandin jî, heta niha bi awayekî fermî ev agahî ji aliyê qanûnên navneteweyî ve nehatine çespandin. Ligel wê yekê di nav tu belgeyên resmî de nehatiye diyarkirin ku Iraqê çekên kîmyewî ji ku derê bi çi awayî bi dest xistine. Lê li gorî çend çavkaniyên Amerîkî û îngilizî, Iraqê çekên kîmyewî bi saya hinek ßîrketên navneteweyî bi dest xistine. Tê gotin ku hingî Iraqê febrîqeyên ku bombeyên napalmê hildiberandin ava kirine. Dema mirov li têkîliyên Iraqê yên dewletên wekî Îngilîstan, Amerîka û Rûsya û dewletên rojhilat mêze bike wê gelek tißtên ne zelal eßkere bibin. Yek ji wan dewletan Sovyetistane. Wekî mînak, her çiqas wê demê bi destê Baasiyan bi hezaran kurdên komûnîst û yên Iraqî hatibin qetilkirin jî, têkiliya Sovyetistanê bi Iraqê re ne di radeyeke nizim de bûye. Belê demekê Sowyetistanê bo Kêßeya Kurd her çiqas li dijî Iraqê derketibe jî û xwestibe bi riya Moxolîstanê pirsgirêka kurd bixe rojeva Neteweyên Yekbûyî jî, di sala 1964'an de têkiliyên di navbera Iraq û Sovyetistanê de ji berê xurtir bûne. Wekî mînak dema ku Serokomarê Iraqê Abdulselam Arýf di sala 1966'an de di qezeya firokeyekê de dimire, birayê wî Abdurrahman Arif ji bo çek kirînê li Moskovayê bûye. (Dê bidome) [AW75C3] Navên meh û demsalan bi kelhûrî Dema mirov bala xwe dide navên mehan ên di kurdî de, hê di serî de têkiliya wan a rasterê bi awayê jiyanê ya gelê kurd ê berê û niha diyarî çavan dibe. Kelhûrî jêrzaravayekî kurmanciya Baßûr e. Kesên ku bi vî zaravayî dipeyivin bi piranî li herêma Kirmaßan dijîn ku ew jî di bin destê Îranê de ye. Her wekî ji navên mehan jî diyar e, jiyana gelê kurd bi xurtî girêdayî çandinî û cotyariyê ye. Hilberîneriya wan bi xurtî di bin bandora bûyerên xwezayî de dimîne, lewre jî di navê mehan de bandora bûyerên surißtî balê dikißîne. Tevî ku di soranî de ji bo her mehê bi tenê navek heye, di kelhûrî de hinek mehan du navên wan hene ku du taybetiyên cuda yên wê dema salê nîßan didin. Wehar-behar- Mehên werza biharê Meha yekemîn a biharê: Newrizmang: Meha yekemîn a sala kurdî û meha yekemîn a biharê. Ev peyv ji sê hêmanan pêk tê: new-roz-mang. Her wekî tê zanîn new nû ye, roz e û mang jî meh (heyv) e. Darçeqîne: ji ßaxvedana daran tê. Çeqîn di kelhûrî de ßaxvedan e. Ew jî navê duyemîn ê meha newrizmang e û wê mehê navê xwe ji ßaxvedana daran wergirtiye. Meha duyemîn a biharê: Giyabarîk: ev nav jî navekî hevedudanî ye û ji du hêmanan giya û barîk pêk tê. Wateya "barîk" di kurmancî de "tenik" e. Giyagenan: ev peyv jî ji du peyvên serbixwe pêk hatiye: giya û genan (çinîn). Meha sêyemîn a biharê: Gulezerd: ev meh jî navê xwe ji zerbûna gulan werdigire. Codirew jî navê duyemîn ê vê mehê ye û ew jî dîsa ji bûyereke çandinî ango ji dirûtina ceh navê xwe digire. Tawsan (havîn) - mehên havînê Meha yekemîn a havînê: Kewkir: meha hêkdanîna kewan e. Firindeyê bi nav û deng ê ku wekî semboleke neteweyî ya kurdan tê zanîn, di vê mehê de hêkan dike û li hêlîna xwe datîne. Meha duyemîn a havînê: Gaqûr: di vê meha germ a havînê de, ga ji bo ku hev û din ji tirêjên rojê biparêzin li nik hev dibin qor ango rêz dibin. Jixwe navê mehê jî ji vê yekê tê. Meha sêyemîn a havînê: ßertßuwan: soza ßivanan. Di vê dema salê de ßivan soz didin ku ji bo çêrandina pêz ji xwe re cihekî taybet diyar bikin. Gertgertxerman: ev meha dirûtinê ango rakirina bênderan e. Jixwe peyva gertgert tê wateya dirûtinê û xerman jî bênder e. Payiz-mehên payizê Meha yekemîn a payizê Wahêlan: êlkenan: êl ji zozanan vedigerin cihên germ. Meha duyemîn a payizê Winewißk-kew: Wilingerêzan: Meha sêyemîn a payizê Serdewa: meha dawîn a payizê ye. Ji serd (sar) û wa (ba) tê. Rojên sar ên zivistanê dest pê dikin û bayekî sar tê. Zistan/zimistan- mehên zivistanê Meha yekemîn a zivistanê Hisawat: ev navê meha yekemîn a zivistanê ye. Di vê mehê de hemû rê ji ber berfê asê dibin û hin caran cîran jî nikarin biçin serdana hev û din. Di vê demê de gundî û eßîr hesabê pêdiviyên xwe yên zivistanê digirin. Meha duyemîn a zivistanê: Mang siye: navê vê mehê jî ji du peyvan mang (meh) û siye (reß) pêk tê. Ev meh tarîtirîn meh e. Di vê mehê de hewa tim biewr e. Hin caran ji ber mercên giran ên zivistanê, qût û berên mirovan heder dibin. Hin caran jî mirov jiyana xwe ji dest didin. Meha sêyemîn a zivistanê: Kîsetekin: meha dawîn a zivistanê û meha dawîn a salê ye. Ev jî ji du peyvan; kîs û tekin (vala) pêk hatiye. Di vê mehê de tûrê xwarinê hêdî hêdî vala dibe. Giyaxêzan: giya ji nû ve ßîn tê. Peyvên giya û xêzan (mezinbûn) ku digihên hev û navê vê mehê pêk tînin jî vê yekê nîßan didin. Têbinî: Ji bo xebateke berfirehtir binêrin: Ferhad Azîzî: "Wext û zeman: base leser rojsr", sirwa, Nawenda bilawkirdinewey Ferheng û Edebî Kurdî, Wirme- Iran, hejmar 141, Xakelewe 1998, rp:51-57 Werger ji îngilizî: Samî Berbang [AW75D1] "Apo Can" Duh, roja 31'ê meha gulanê, em kurd li Meydana Sergelstogê li paytextê Swêd Stokholmê, cardin ji bo Serok Apo hatin ba hev, me cardin bi hev re çend saet derbas kirin. Jixwe ev meydan maye li ser hesabê me. Hefte û meha ku em carekê, çend caran li wir necivin, ji wir ber bi balyozxaneyekê ve nekevin rê, yan jî ji cihekî din neyên wir û çalakiyekê li dar nexin, bêje hema nemaye. Gelek caran dost û nasên me bi henekî be jî dibêjin: "Belediyeya Stokholmê ji neheqî navê vê meydanê nake meydana kurdan, ma kî bi qasî kurdan tê vir?" Di demên çalakiyan de axavtin têne kirin, stran têne stirîn, helbest têne xwendin û ji her aliyî û her perçeyî kurd dikevin nav govendê. Meydana Sergelstorgê dibe cihê protestokirina nerewayî û bêbaviyên dagirkeran. Li vir lanet li kirinên zordaran têne barandin, hovitî û kirinên wan têne protestokirin û ji vir kurd diqîrin, raya gißtî hißyar dikin û dengê xwe digihînin cîhanê. Li Swedê û li seranserê Skandînavyayê kurdên ku ne carekê, çend caran, nehatibe Sergelstorgê gelekî kêm e. Ev der ne bi tenê bûye mewzî û trîbûneke riswakirina neyaran, belê ji bo yekîtî û hevgirtina kurdan jî bûye wargeh. Berdewam, tißtê ku bi aliyekî xwe cihê ye, di meß û xwepêßandanên berêtir de nebûye, di bala mirov de dimîne û dibe rengekî taze; suprîzeke bitam, pêde dibe. Suprîza vê carê, mamosteyekî muzîkê ji bajarê Îlamê bû. Mamoste bi xwe kurdê kelhûr e û bi mêvandarî hatiye Swêdê. Hê meha wî li vî welatê nû neqediyaye. Li gorî ku pißt re ji me re hate gotin, di dema prosesê Romayê û girtina Serok de ew hê li Rojhilatê Kurdistanê bû û raperîn û serhildana gelê kurd ji nêzîk ve ßopandibû. Wî jî bi deh hezaran kurdên din re li Rojhilat bang kiribû: "Baßûr Bakûr Rojhilat, Apo Serokê Welat". Di nav vê atmosfera germ, neteweyî û Kurdistanî de; mamoste li ser Serok helbestek nivîsiye û kiriye stran. Navê helbesta wî "Apo Can" e. Mamosteyê mêvan, duh ji kurdên li Meydana Sergelstorgê re ev helbest bi muzîk û gotinên xwe xwend. Kêfa xelkê gelekî ji vê helbestê re hat. ßoreßa neteweyî fireh dibe. Serokatiya Apo dibe malê hemû kurdan. Ji her aliyê Kurdistanê, li ser serok helbest têne nivîsandin û stran têne gotin. Ev jî ne bi têne bi zaravayekî û duduwan, belê bi giß zarava û devokan. Neteweyîbûneke heralî li dar e. Serokayetî neteweyî dibe, çekdar û ßervan neteweyî dibin, civîn, ßev, xwefînansekirin û bi kurtî jiyan giß neteweyî dibin. Berî niha bi çend rojan, Kongreya Neteweyî hate ragihandin. Serok mîna serokê fexrî hate hilbijartin ji bo Kongreye. Ev tacegul û zîrweya neteweyîbûnê ye. [AW65D2] Ev hevîr hîn wê pir avê hilîne Doza Sedsalê roja 31'ê gulanê li Girava Îmraliyê dest pê kir. Di vekirina danißîna dadgehê de Serokê Gißtî yê PKK'ê Abdullah Öcalan dil kir ku peyamên xwe yên ji bo aßtî û yekîtiyê, digel jesteke polîtîk, pêßkêßî raya gißtî ya Tirkiyeyê bike. Lewre jî wî berê xwe da malbata leßker û polîsên ku di ßer de hatine kußtin û got: "Ez êß û jana di dilê we de fêm dikim. Ji ber para xwe ya di vê yekê de, ez ji we lêborînê dixwazim." Serokê PKK'ê bi vê yekê xwest bide ber dilê wan, lê mixabin kesên ku dibêjin, "di xîçikekî vî erdî de em giß bên kußtin jî xem nake" ji vê jestê tißtek fêm nekir. Wan kesan dîsa bi awayê klasîk nêzîkî di mijarê da: "Ji tirsa canê xwe wiha kir, lê dîsa jî emê wî bi darve bikin." Piraniya tirkan çi serdest çi jî bindest giß di heman baweriyê de ne. Çapemeniya tirk jî wekî berdevkê vê civakê rûpelên xwe bi çêran lewitandin. Lê Öcalan parêznameya xwe, berî ku derkeve pêßberî dadgehê, dabû parêzerên xwe û ew parêzname ji hêla parêzeran ve li înternetê hatiye barkirin. Di vê parêznameyê de dîtin û ramanên Öcalan bi awayekî zelal cih girtiye. Öcalan têkiliya kurd û tirkan, ji roja ku tirk hatine herêmê heta îro, bi awayekî zanistî dinirxîne û dide zanîn ku pêvajoya welatpêkanîna kurd û tirkan ketiye nava hev, ji ber vê yekê ji hev cudakirina wan ne hêsan e. Lewre jî ew, çareseriyeke di nava sînorên dewleta tirk de, li ser bingeha komareke demokratîk pêßniyar dike. Li gorî Öcalan têkiliyên kurd û tirkan ji bo pergala federal û otonomiyê jî naguncin, ji ber vê yekê jî çareseriya herî guncav, di nava komareke demokratîk de nasîna mafên demokratîk û çandî yên gelê kurd e. Di parêznameyê de li ser PKK'ê jî tißtên balkêß hatine gotin. Öcalan daye zanîn ku PKK'ê guherîneke berbiçav di civaka kurdan de pêk aniye; bi vê yekê kurd di warê têgihîßtinê de gihandine asteke bilind û entegrasyona wan a bi komareke demokratîk re hêsanîtir kiriye û bi vê kirina xwe jî xizmetekî baß bo komareke demokratîk pêk aniye. Di parêznameyê de hinek xwerexneyî jî cî girtiye. Li gorî Öcalan ßerê PKK'ê di sala 1993'yan de gihîßt armanca xwe, pißtî wê xwe dubare kir, diviyabû ku PKK'ê ber bi siyasîbûnê ve hinek gav bavêtana. Di parêznameya Öcalan de bi awayekî vekirî sosyalîzm hatiye pesinandin û hêviya ji bo vejîna sosyalîzmeke demokratîk û kemilî hatiye zimên. Her wekî di parêznameyê de jî hatiye gotin, têkoßîna ji bo mafên demokratîk û azadiyê, gelê kurd gihandiye asteke bilind, lewre jî ew bi hestî tevnagere, bi biliyanî (olgun) aßtiyê dipejirîne. Lê mixabin heman ßerî civaka tirk xistiye deraxê gurên birîndar, lewre jî ew ketine pey tolhildanê. Civaka tirk ji bo qurbaniyên ßerê qirêj li sûcdarekî digeriya, ew 'sûcdar' bi dest xist, niha dixwaze tola xwe jê hilîne. Heta ku ew sûcdarê rastîn nas neke, dê dev ji vê helwesta xwe bernede. Heta ku nas bike jî, dê hîn gelek qurbaniyan bide. Ango bi awayê gelê me dibêje "Dê ev hevîr hîn pir avê hilîne." [AW75D3] Bêdadiya Sedsalê Çavên milyonan li roja 31'ê gulana 1999'an bû. Lewre wê rojê dadgeha Serokê gelê kurd Abdullah ÖCALAN dê bihata lidarxistin. Wekî ku nav lê hatibû kirin, 'Doza Sedsalê' dê wê rojê dest pê bikira. Her çiqas navê dadgehê lê hatibe kirin jî hemû mirovahiya xwedî wîjdan û mirwet baß dizane ku ev dadgeh dê bi navê 'Bêdadiya Sedsalê' were bibîranîn. Di vê dadgehê de neteweyeke ku welatê wî bi destê Ewrûpa û dewletên herêmê hatiye parçekirin, tê darizandin. Gelê kurd bi dehan caran serê xwe ji bo mafên xwe yên mirovahiyê rakiriye û bi dehan caran bi hevkariya Ewrûpiyan û dewletên herêmê hatiye qirkirin. Yê ku îro di wê dadgehê de were darizandin, îrade û ßansê wê neteweya ku ji binê betonê serê xwe hildaye ye. Yê ku didarizîne jî mixabin qatilê serê neteweya kurd e. Di vê dadgehê de jî yên ku di qirkirina kurdan de xwedî berpirsiyarî ne, li nik dewleta tirk cih girtine. Mîna romana Gabrîel Marquez a bi navê "Dußema Sor", ev komploya ku li ser serê kurdan hate honandin, li ber çavên hemû cîhanê û bi alîkariya deh dewletan pêk hat. Ji ber vê taybetiyê di dîrokê de navê vê dadgehê dê bibe "Bêdadiya Sedsalê" Encama wê çi dibe bila bibe, zarokên kesên ku rola wan di vê bêdadiyê de heye, dê li hemberî dîrok û mirovahiyê sernixun bin. Ev bêdadiyeke wisa ye ku kes di vê dadgehê de nabêje: "Gelo kî ne yên ku li welatê kurdan dimînin li benda biharê, da ku kurdan di bihara wan de, li welatê wan bikujin. Gelo kî ne yên ku ji guh û memikên xamayên kurdan tizbiyan çêdikin? Gelo yên ku xanî, kadîn, kavil û koxên kurdan tevî mirov, pisîk, kûçik, berx, karik, mirîßk, alav, qût, Qur'an û nivînan sotin kî bûn? Kî ne yên ku bi hezar kîlometreyan ji dûr hatin û xewnên zarokan bi potînên xwe xera kirin? Gund û bajarên me bi taqên kîjan welatan hatin wêrankirin? Donê gazê ji helîkopter û firokeyên ku kîjan dewletê pêßkêß kiribûn, hatibû reßandin bi ser zarokên Helepçeyê, Qulpê, Meletiyê, Çiyayê Bêzarê de? Leßkerên kîjan dewletê muxtarê gundê Derno ku li ser navçeya Hênêya Amedê ye ji helîkopterê avêt? Gelo laßê wî muxtarî kîjan heywanetan xwar. Kê pîsî bi gundiyan da xwarin û li dadgeha Ewrûpa sûcdar bû?" Nehsed kußtiyên ku di goristana Nisêbînê de raketîne bi destên kê hatine kußtin? Piraniya wan bi yek berikê hatin kußtin. Ez piraniya wan nas dikim. Mirov dikare bibe kefîlê wan ku piraniya wan hêj çav li sîlehê jî nekiribû. Hinek karker, hinek esnaf, xwendekar, mamoste, û bê ßixul bûn. Sûcê wan ew bû ku wan ji welatê xwe, ji zimanê xwe hez dikir. Qey dê û bavên wan nîn in. Qey xwißk, zarok û dergistiyên wan jî nîn in? Gelo ev dadgeh carek be jî dê li qatilê wan jî bipirse? Gelo ev dadgeh dê çeteyên ku bi xwîna kurdan tûrikên xwe tijî pere kirine bi bîr bîne? Navê yên ku bi ambûlansan, bi erebeyên cenazeyan, bi helîkopteran bazirganiya eroînê kirine û îro jî di meclîsê de bixwîne. Nexêr ev dadgeh bersiva yek ji van pirsan nade. Lewre endamên dadgehê mîna memûran encex dikarin daxwaza amîrê xwe bi cih bînin. Ne raya gißtî ya Tirkiyeyê ku fêmekorî û nexweß e dikare vê dadgehê binirxîne, ne jî çapemeniya tirk a ku bêhna kêzînê jê tê dikare vê dadgehê binirxîne. Ne germ li wan tê, ne sar li wan tê. Gava ku Öcalan dixwaze hinekî tansiyonê daxe, har dibin, dibêjin 'tirsiya'. Dema ku dibêje 'ne ji ber tirsê ye, ez dikarim nebaßiyê jî bikim', dibêjin, 'binêrin Öcalan zextan dike' û hwd. Dixwazim du sê gotinan ji bo kes û rêxistinên bê wijdan ên ku tu ked, xwîn û xwêdana wan di nav dozê de nîn e bibêjim: Ji roja roj de îß û karê we, kirina rexneyên ku ji bo xerakirinê ye. Di sala 1993'yan de jî dema ku PKK'ê agir rawestandibû, gelekan ji we digot: "An sîleh û an sîleh. Lê di jiyana xwe de tu kesî ji we ranehißtiye sîlehê û ranahêjiyê jî... [AW77A1] Nirxandina derdorên kurd li ser mutalaya Doza Sedsalê: Helwesta dozgeran jî siyasî ye Her çend Doza Sedsalê, niha bi ßêweyekî demdemî, ji rojeva Tirkiyeyê derketibe jî, bi her awayî, li çar aliyê Kurdistanê sermijar e û bi dûvedirêjî li ser nîqaß têne kirin. Li aliyê din çapemeniya cîhanê jî, ji sergermiya rojên pêßîn xwe rizgar kiriye û hêdî hêdî behsa aßtîperweriya Serokê Gißtî yê PKK'ê û Serokê Rûmetê yê KNK'ê Abdullah Öcalan û pêwîstiya çareserkirina Kêßeya Kurd dike. Wekî din, bi taybetî, nivîskarên tirk ku helwesta Amerîkayê ya resmî radigihînin, ji ber helwesta Tirkiyeyê tengezariya xwe diyar dikin û vê serdemê, ji bo çareseriyê Kêßeya Kurd wekî fersendeke dîrokî dinirxînin. Bo nimûne; nivîskarê Milliyetê ßükrü Elekdað, ku wekî berdevkê artêßê tê nasîn, da zanîn ku divê nasnameya kurdan bê nasîn û Kêßeya Kurd bê çareserkirin. Tevî vê yekê, hîna jî gelek zanyar û wezîrên Tirkiyeyê, kurdan wekî tirk, zimanê kurdî jî wekî zaravayekî tirkî didin xuyakirin. Wekî tê zanîn, di mutalaya ku serdozgerên Tirkiyeyê li dijî parastina Öcalan amade kiribû de, hebûna kurdan hate înkarkirin. Li gorî mutaleyê, kurd wekî tirkan xwedî hemû mafên demokratîk û mirovane ne. Her wiha tê îdiakirin ku dewletê tu zilm û zordarî li kurdan nekiriye û nebûye sedema koçberiya kurdan. Derdorên kurd li dijî vê mutalayê nîqaß û gotûbêjên dûvedirêj digerînin û wê, ji rastiyê dûr û berdewama polîtîkaya li dar, bi nav dikin. Tarýk Ziya Ekinci: ßîrove ne karê dozgeran e Nivîskar û siyasetmedarê kurd T. Ziya Ekinci da zanîn ku mutala ji rastiyê dûr e û ne hiqûqî ye; lewre bi baweriya wî, ravekirin û ßîroveya siyasî ne karê dozgeran e. Ekinci, her wiha behsa mafên kurdan kir û wiha axivî: "Dev ji wê berdin, hîn kurd nikarin mafên xwe yên bingehîn bilêv bikin. Hîn li Tirkiyeyê piraniya hemwelatiyan ne xwedî mafên 'qûlan' in jî. Kurd bi tenê di warê bikaranîna reyan, çûyina leßkeriyê û dayina bacê de wezîfedar in. Bi tenê çend daxwazên sînorkirî yên axa û ßêxên kurd hene. Mixabin hîn kurd wekî hemwelatî jî nayên hesibandin." Ekinci bi pey van nirxandinan, bo nîßandayina nakokiya di nav mutalayê de, ji hinek xebatên komîsyonên meclîsê mînakin dan û wiha got: "Algan Hacaloðlu di Komîsyona Koçê ya Meclîsê de gotibû: 'Bi milyonan mirov ji cih û warên xwe hatine koçberkirin. Bêyî ku tu mafan bidin wan, mecbûr hißtine ku ew kes dev ji mal û erdê xwe berdin.' Lê mixabin rewßenbîrên tirk li hemberî vê rûdanê dengê xwe dernaxin." Tarýk Ziya Ekinci li ser daxwaza aßtiyê ya Öcalan jî diyar kir ku wî doza paßerojê nekiriye û daxwaza aßtiyê aniye zimên, lê dozgeran pêßî li vê yekê girtiye. Ekinci wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dozgeran, ji bo ku pêßniyara Öcalan a bo aßtî û çareseriya siyasî di avê de bibin, mutaleyeke siyasî pêßkêß kir." Bi baweriya Ekinci bi ßêwaz û tevgera Bülent Ecevit û Devlet Bahçeli Kêßeya Kurd çareser nabe, lewre kêße ne kêßeya terorê ye. A. Zeki Okçuoðlu : Dewlet aßtiyê naxwaze Parêzer Ahmet Zeki Okçuoðlu jî diyar kir ku dewletê li dijî kurdan stratejiya 4 -T'yan; tenkîl, tezhîp, tehdît û temsîl bi kar tîne. Bi dîtina wî, ev stratejî pêßîn li hemberî ermenan, pißtre jî li hemberî kurdan hatiye bikaranîn. Okçuoðlu got, mutala bersiva dewletê ye, lewre dewlet naxwaze aßtiyê bike û bi kurdan re li hev were. Wî got: "Bi zorê em nikarin aßtiyê bi dewletê bidin qebûlkirin. Divê em têkoßîna xwe bidomînin; heta ku dewlet mecbûr bimîne. Ji ber vê yekê divê em stratejiyeke nû deynin. Me li hemberî dewletê tu sûc nekiriye. Wan em mecbûrî çekê kirine. Ji wan yek miriye, ji me deh kes mirine. Divê Öcalan ji bo yekîtiyeke navxweyî jî bang li kurdan bike." Ali Özcan : Dewlet dixwaze kirinên xwe bincil bike Cîgirê Sekreterê Gißtî yê HADEP'ê Ali Özcan jî raporên meclîsa Tirkiyeyê yên li ser koçberiyê bi bîr xistin û got dewlet dil dike bi mutalayê kirinên xwe bincil bike. Özcan bal kißand ser rêxistinîbûna kurdan û wiha peyivî: "Ji mêj ve, kengê kurdan doza nasnameya xwe ya neteweyî kiribe, dewletê gotiye, 'ev serhildan e' û ew tepeser kiriye. Lê îro, êdî kurd jî diyar dikin ku ew îradeyek in. Dewleta Tirk, her çiqas di nava xwe de nîqaß dike jî, ji bo çareseriya Kêßaya Kurd nikare gaveke jixwebawer biavêje." Wî da zanîn ku Öcalan gavên jixwe bawer avêtine û di encamê de çi dibe bila bibe, wê çareserî xwe bide ser her tißtî. Yavuz Koçoðlu (DBP) : Divê dewlet fersendê bide Öcalan Cîgirê Serokê Gißtî yê DBP (Partiya Aßtî û Demokrasiyê)'ê Yavuz Koçoðlu jî got, du aliyên ßer hene û divê her du alî jî kêmasiyên xwe berbiçav bikin, da ku meseleyê çareser bibe. Koçoðlu diyar kir ku divê dewlet pêßniyarên Öcalan li ber çav bigire û fersendekê bidiyê. Bi baweriya wî, ev dê ji bo vî welatî gelekî bikêr û baß be, lê divê dewlet gavên jixwebawer biavêje. Koçoðlu wiha dirêjahî da axaftina xwe: "Bi kampanyayên nîjadperestî û ßovenî, yên ku li dijî Öcalan hatine destpêkirin, dixwazin kêßeyê bêhtir bincil bikin. Her tißt li ser darvekirina Öcalan asê dimîne. Lê belê berê xwe nadin kêßeya bingehîn." [AW77A2a] DGM bi awayekî ßeklî diguherin Pêßniyara guherîna Qanûna Bingehîn a ku ji du xalan pêk dihat roja 15'ê meha pûßperê ji aliyê Lijneya Gißtî ya TBMM'ê ve hate pejirandin. Wezîrê Edaletê Hikmet Sami Türk îdîa kir ku guherîn ji ber pêwistiyekê pêk hatiye, ne ji bo Öcalan. Serokwekîlê Koma MHP'ê Ömer Ýzgi jî îdia kir ku, ew guherîn ji ber têkiliyên di navbera DMME û Tirkiyeyê de pêk hatiye. Wî got ku dadgeha Ewrûpayê ji ber endamê leßkerî gelek caran Tirkiyeyê tawanbar dike. Li ser vê yekê Wezîrê Edaletê yê berê Hasan Denizkurdu daxuyand ku di pêvajoya darizandina Öcalan de guherîneke bi vî awayî nebaß e. Bi baweriya wî dibe ku bi vê guherînê Doza Öcalan ji nû de bê dîtin. Li aliyê din DYP'ê û FP'yê daxwaz kir ku ne tenê endamê leßkerî bê vekißandin, divê ji binî ve DGM bên rakirin. [AW77A2b] Îßkence hate tescîlkirin Lijneya Gißtî ya Cezayê ya Dadgeha Bilind, ligel ku Dadgeha Cezayê ya Giran a Manîsayê der barê 10 polîsên ku îßkence li 16 ciwanan kiribûn û dadgehê ew dabûn beraatkirin doz xera kir. Doz dê ji nû ve li Manîsayê bê nirxandin û ji polîsên îßkencekar re wê 70 cezayê hepsê bê xwestin. Sema Taßer ku ji 16 ciwanan yek e, diyar kiriye ku ew ji ber biryara xerakirinê gelekî dilßad bûye. Wê daye zanîn ku pißtî çar salan wan di têkoßîna xwe ya mafdar de encam standiye. Parêzera wan Sema Pektaß jî da xuyakirin ku her kes dizane ku her 16 ciwan li Emniyeta Manîsayê wekî mêvan nehatine sekinandin. Polîsan di îfadeyên xwe de îdîa kiribû ku wan îßkence li 16 ciwanan nekiriye. [AW77A2c] Karmendan hukhumet protesto kir Di nav ßirîkên hikûmetê de zema bo karmendan derkete %20-25'an. KESK'ê li hemberî nêzîktêdayina diyarkirina meaßan ya yekalî li çar aliyê Tirkiyeyê dest bi çalakiya ßewitandina bordroyan kir. Kedkarên saziyên dewletê, diyar kir ku, dema hikûmet bi ßêweyekî yekalî maeßan zêde bike, wê îsal jî nikaribe mil bide bin barê xwe. Karmendan da zanîn ku encax ev kêße bi Peymana Kar a Gißtî çareser bibe. Divê navê de zîyareta IMF'ê ya bo Tirkiyeyê rastî çalakiyên karmendan hat. IMF naxwaze ku hikûmet zemê li maeßên karmend û karkeran bike. 15'ê meha pûßperê karmendên KESK'ê li Edene, Êlih, Eskîßehîr û Semsûrê çalakiya ßewitandina bordroyan li dar xist. Li aliyê din li Stenbol, Îzmîr, Enqere, Bûrsa, Mêrsîn û Antalyayê karmendan çalakiya 16'ê pûßperê domand. [AW77A3] Çavê Bapîrê Me, Heskîf Wekî diyar e, bala kurdan li ser serok û azadiya wan e. Gelekî zehmet û dijwar e ku ew bala xwe bidin ser tißtekî din. Li aliyê din komkujiya li dijî kurd û kurdistaniyan heralî ye û berdewam e. Lewre divê têkoßîna kurdan jî piralî be. Dewleta tirk vê dawiyê jî qesta Heskîfê dike, ku yek ji kevnaretirîn ßûnewarên cîhanê ye. Wê ji bo bendaveke 50 salî, ev ßûnewara bêhempa û dêrîn di bin avê de bimîne. Li gorî qanûnên Tirkiyeyê û peymanên navneteweyî li cihên wekî Heskîfê çêkirina avahiyan qedexe ye. Li dijî vê yekê, gelek komên tirkiyeyî û cîhanî dest bi rizgarkirina çalakiyên Heskîfê kir. Lê balkêß e, her çend hin xebatên kurdistaniyan jî hebin, kêmtirîn dengê wan derdikeve. Komên heyî jî, dema xebata xwe dikin, li gorî pîvanên 'îdeolojiya resmî' tevdigerin û dibêjin, " Bila li darê dinyayê rûreß nebe.' Rojnameyên tirk jî xebatên kurdistaniyan wekî "çalakiyên terorîst" bi nav dikin. JAN AMED, ku demekê di nava Koma Dilxwazên Rizgarkirina Heskîfê de cih girtiye, li ser vê mijarê nûçe-lêkolînek amade kir. Heskîf, bi taybetî van salên dawîn, bi avakirina Bendava Ilýsuyê re kete rojeva cîhanê. Lewre bi vê bendavê, wê ev berhema dêrîn û bêhempa di bin avê de bimîne. Ji ber vê çendê ji li cîhan, Kurdistan û Tirkiyeyê gelek kes lê dixebitin ku, pêßî li vê komkujiyê bigirin. Lê balkêß e, hem li gorî qanûnê Tirkiyeyê û hem jî li gorî peymanên navneteweyî yên ku Tirkiyeyê îmze kirine, li cihên wekî Heskîfê çêkirina avahiyan qedexe ye. Li aliyê din, heya îro tu komel û rêxistinên hawirparêz û surißtperwer, ji bo ku pêßî li vê komkujiyê bigirin, neketine nava tevgerê. Li Tirkiyeyê komelên hawirparêz ên mîna; Çekul, Çevko, Green Peac hene, lê tu deng ji wan dernakeve. Lewre, wekî di her warî de xwe dide xuyakirin, di vî warî de jî tesîra "îdeolojiya resmî" serdest e û ev komel, ji ber ku problem bi kurdan re têkildar e, bala xwe nadin ser. îro li Tirkiyeyê du kom ji bo rizgarkirina Heskîfê xebatê dikin: "Komîteya Rizgarkirina Heskîfê (Hasankeyfi Kurtarma Komitesi)" û " Koma Dilxwazên Rizgarkirina Heskîfê (Hasankeyfi Kurtarma Gönüllüleri Grubu). Koma yekem, ev demeke dirêj e, bi serkêßiya Sevim ßirvan xebata xwe dimeßîne. Koma duyem, di meha gulanê de hate sazkirin û di bin sîbera Navenda Çanda Don Kîßot de dixebite. Vê komê, heta niha ji bo Heskîfê hin xebat kirine, lê vê komê xwe ji feraseta "dewleta pîroz" neßûßtiye. Lewre ev kom jî ne xwedan hêz û karîn e. Kom, dema xebatê dike, dibêje, "Gelo tißtê em dikin, wê ziyanê bigihînin dewletê?" Her wiha dibêjîn, "Bila dewleta me, ji ber vê problemê, li darê dinyayê rûreß nebe." ßovenîzma di vî warî de, di qada navneteweyî de jî xwe dide xuyakirin. Her sal li ser navê avakarê Holdînga Ford Henri Ford, ji bo parastina berhemên çandî pêßbirkek tê sazkirin. îsal Koma Dilxwazên Rizgarkirina Heskîfê jî beßdarî vê pêßbirkê bû. Komê, ji bo pêßbirkê nivîsek amade kir û ji bilî tirkan behsa tu gelan nekir. Xebatên kurdistaniyan Îro, li ber destê dewletê 200 projeyên bendavê (baraj) hene. Hemû bendav jî wê li ser çemên Kurdistanê werin çêkirin. Lê, dewletê, ji ber ku rojek berî rojekê Heskîfê binav bike, pêßîn dest bi projeya Bendava Ilýsuyê kir. Ger ku bilindiya avê 50 metro be, wê Heskîf rizgar bibe û enerjiya ku dixwazin ji wê bi dest bixin, wê pêk were. Lê armanc ne ev e û darî çavan e. ßêniyê Heskîfê berê 30 hezar bû, lê ji ber pest û kotekiyên dewletê, ßêniyê wê daketiye 3- 4 hezarî. Çeteyên li herêmê erd û zevî gelek bi erzanî kirîne û gelek biha difiroßin dewletê. Demek berê kurdistaniyan li Ewrûpayê ji bo rizgarkirina Heskîfê dest bi çalakî û xebatê kir. Lê rojnameya Cumhuriyetê ev xebat wekî "terorîzmê" bi nav kir. Cumhuriyetê giliya van kesan dikir û hema bêje ji dewletê re digot, bilezîne. 'Serbajarê Mirovê ßkeftan' Afirandina ßaristaniya Kurdistanê Heskîf, li rojhilatê Çemê Dîjleyê ye; li bakurê wê Çiyayê Ramanê heye. Heskîf, ji aliyê Çemê Dîjleyê ve hatiye dorpêçkirin û wekî keleheke surißtî xuya dibe. Çiyayên ku dor li bajêr girtine, ji bo çûyin û hatinê jî astengên mezin dertînin. Heskîfê, di dîrokê de her tim bi vê rewßa xwe ya taybetî û cografyaya xwe bal kißandiye ser xwe. Dîroknas û gerokên Dema Navîn (Ortaçað) jî dema behsa Heskîfê dikin, balê dikßînin ser vê yekê. Heskîf ji hêla pêßiyên kurdan ango aryayiyan ve hatiye damezrandin. Lewre di nava bajêr de jêmayên (kalýntý) ola aryayî gelekî berbiçav in. Her wiha jêmayên olên monoteîzm û paganîzmê jî hene. Berî Zayînê, di navbera salên 1520 û 1252'yan de, pêßiyên kurdan Dewleta Mitanî li herêmê desthilatdar e. Bi lêkolînên arkeolojîk, ku li serbajarê Hîtîtiyan Hattûßaßê (Boðazköy) hatine pêkanîn, belgeyek li ser Mîtaniyan bi dest ket. Li pey vê belgeyê, Mîtanî, Heskîf jî di nav de, li herêmê desthilatdar bûne. Ji vê yekê jî diyar e, kurd li Heskîfê, di nava ßaristaniyên pêßîn de cih digirin. Heskîfê, ev rewnaqa xwe ji Eyyûbî û pêßiyên kurdan Merwaniyan wergirtiye. Hebûna Merwaniyan a li herêmê, di pirtûkên Ýbnul Ezrak ên bi navê "Tarîxûl Farqîn" û " Tarîxî Meyyafarqîn û Amedê" de jî darî çav dibe. Bi taybetî di pirtûka "Tarîxûl Farqînê" de behsa Merwaniyan tê kirin. Çavkaniyên ku qala Eyyûbiyan jî dikin hene, lê gelekî kêm in. Wekî din ßerefxan Bîtlîsî jî di ßerefnameyê de qala Eyyûbiyan û Heskîfê dike. "Heskîf jî ya tirkan e!" Li ser Heskîfê çavkaniya herî baß û berfireh "Vakayînameya Heskîfê" ye, ku îro li Pirtûkxaneya Neteweyî ya Viyanayê tê parastin. Ev pirtûk, gelek aliyên nediyar ronî û zelal dike. Îro Heskîf wekî bajar tê binavkirin. Lê ev çewt e. Lewre ku Heskîf wekî "akropol" were binavkirin, bêhtir di cih de ye. Ji ber ku di dema Yewnana Antîk de ji bajarên wekî Heskîfê re, ku li cihê bilind û asê têne avakirin, "akropol" tê gotin. Ji ber vê hindê Heskîf jî akropol an jî akropolîsa Kurdistanê ye. Heskîf, ji bajarekî bêhtir navendeke surißtî û dîrokî ye. Keleha Heskîfê li ser milekî Dîjleyê ye. Van milê Dîjleyê li her du aliyên Heskîfê du geliyên kûr pêk anîne û keleha Heskîfê li ser van du geliyên kûr bilind dibe. Li derveyî akropolîsê, piçekî li xwarê, gelek ßkeft hene. Dîroka avabûna van ßkeftan heya Dema Pêßîn (Ýlkçað) diçe. Hejmara van ßkeftan li dora 4 an jî 5 hezarî ye. M. Streek gelek mafdar e, ku ji bo Heskîfê dibêje, "serbajarê mirovê ßkeftan". Dîsa li derveyî akropolîsê, li jêra gelî, jûrên (ode) zinara hene û hejmara wan jî gelek e. Li gorî jêmayan ev jûr, jûrên gelên îsawî an jî xiristiyan; ên ku dema ola xiristyanî nû peyda bûye ne. Xiristiyan li Romayê ji jûrên bi vî rengî re dibêjin "katakomp". Lewre ev jî katakompên Kurdistanê ne. Mirov bi deriyekî abîdewî dikeve kelehê; ji vir pê ve hetanî akropolê derence hatine çêkirin. Dema mirov digihêje akropolê, Çemê Dîjle û axa Kurdistanê bi hemû bedewî û rewnaqiya xwe xuya dibe. Mirov li ber vê bergeha bêhempa ßaß û metel dimîne û gelekî pê kêfxweß dibe. Dawiyê mirov dibêje: "Çawa destê wan li Heskîfê digere!" Li kelehê, di zinarên zaxor (asê) de bihurên veßartî hatine avakirin. Dema ku bajar tê vegirtin, gelê akropolê di van bihurên, ku bi awayekî çivangî hatine avakirin re, heya çemê dißiqite û avê hildide. Her wiha Pira Heskîfê jî gelekî navdar e û di dema xwe de xwedî firehtirîn kemberê bûye. Lê kember îro hilweßiyaye. Di nava akropolê de avahiyên ku ji dema îslamiyetê mane gelek in. Ev avahî, bi piranî ji aliyê Eyyûbiyan ve hatine çêkirin: Mizgefta Bilind (Ulu), Mizgefta El Rizk, Mizgefta Siltan Silêman, Mizgefta Beran, Mizgefta Keçikan, Mizgefta Biçûk, Zaviyeya Îmam Evdila û Qesra Biçûk avahiyên Eyyûbiyan in. Li gorî Îbnî ßeddad, di sedsala 13'an de Merwaniyan jî gelek avahî çêkirine, lê heta îro li ser piyan nemane. Niha jî di navbera Kercêws û Heskîfê de bi navê Merwanî gundek heye. Wekî din ßaristaniyên wekî Pers, Romanî û Bizansî jî li Heskîfê desthilatdar bûne. Dîsa demekê, gelê asûrîsuryanî jî ev der kiriye navenda pîskoposî ye. Îro dewlet tirk û zanyarên wê, dil dikin ku Heskîfê wekî jêmaya xwe bidin xuyakirin. Lê ev tißtekî eletewß e, lewre dîroka wê heta Berî Zayinê sala 2000'î diçe û wê demê tirk hîna li ßanoya dîrokê peyda nebûbûn. Li gorî dîroknasên tirk, Heskîf Berî Zayinê di sedsala 8'an de ji aliyê tirkên Karluk ve hatiye avakirin. Li aliyê din bi baweriya dîroknasên tirk navê Heskîfê jî tirkî ye. Li gorî vê yekê, bi navê Hesen di kelehê de girtiyek hebûye. Ev girtî, berî ku bimire ji siltên re dibêje, "Berî ku ez bimirim, ez dixwazim bi hespê xwe, di nava kelehê de bigerim." Sultan, destûrê dide û Hesen pißtî çend tûran dadike, ji nißke ve hespê xwe ber bi misefilê (uçurum) ve diajo, tevî hespê xwe dikeve nava çêm. Hesp dimire, lê Hesen rizgar dibe. Li pey vê yekê, leßkerên ku ji kelehê li bûyerê temaße dikin dibêjin, "Hesen keyf!" ango "Hesen te çi kir?". Lewre li ser vê yekê navê vê derê bûye "Hesenkeyf". Wekî diyar e nirxandinên wisa gelekî eletewß in û bêhtir dirûvê gotegotên (riwayet) gelerî bi wan dikeve. Di sala 1935'an de arkeolog û pisporê dîroka hunerê yê frensî Albert Gabriel hate Kurdistanê û li Heskîfê li ser berhemên dîrokî, hin lêkolînên zanistî kirin. Pißtî ku lêkolînên wî qediyan, ji wezîrê çandê yê Tirkiyeyê re nameyek ßand û got, divê berhemên dîrokî yên li Heskîfê werin parastin. Lê wezîr, ev daxwaz di ser guhê xwe re avêt. Di sala 1967'an de rayedarên Tirkiyeyê, ji bo ßêniyê di nav ßketftên li Heskîfê de dijî, hin avahî lêkirin. Ev avahiyên ku li ser berhemên dîrokî hatin çêkirin, bêkêr bûn û ji bo tu pêdiviyên ßêniyê nebûn bersiv. Bi vî awayî, ev berhemên dîrokî yên bêhempa dîsa hatin herimandin. Heskîf, di sala 1987'an de di dereca yekemîn de wekî "qada sît" hate ragihandin. Di sala 1981'ê de jî ji bo 22 berhemên di nava akroopolê de biryara parastinê hate girtin. Tevî van biryaran heta îro di vî warî de xebateke berbiçav nehatiye kirin. [AW77A4] Serokê Belediyeya Asarlýka Îzmîrê Raßit Güleryüz: Gel dixwaze em rast bin Pißtî hilbijartinên 18'ê avrêlê, HADEP'ê tevî bidestxistina belediyeyên herêmê, bi bidestxistina çend belediyeyên metrepolên Tirkiyeyê jî balê kißand ser xwe. Yek ji van herêmên tirk ku HADEP'ê belediyeya wê bi dest xistiye beldeya Asarlýkê ku li ser navçeya Ýzmîrê ye. Em hevpeyvîna li gel Serokê Belediyeya Asarlýkê Raßit Güleryüz ku bi Nûnerê me yê Ýzmîrê re kiriye pêßkêßî we xwendevanan dikin. Serokê birêz, hûn di hilbijartinan de bi gißtî rewßa Îzmîrê û bi taybetî jî rewßa Asarlýkê çawa dinirxînin? Wekî tê zanîn HADEP li Îzmîrê xwedî girseyeke mezin e. Lê mixabin bi qasî ku me hêvî dikir, me deng negirtin. Ez dixwazim li ser wê yekê çend tißtan bibêjim. Li gorî fikra min, di xebatên hilbijartinê de kêmasiya me nebûna kadroyan bû. Ji ber ku li Asarlýkê me ev kêmasî ji holê rakiribû, em bi ser ketin. Li hêla din, girseya me bi piranî kesên ku ji herêmê koçî vê derê bûne. Ev kes ji hêla aborî ve gelekî tengasiyê dikißînin. Berî her tißtî koçberên me dixwazin ji xizaniyê xilas bibin. Partiyên pergalê wekî her car îcar jî serê gelê me yê li Asarlýkê tevlîhev kir. Ji ANAP'ê bigire heta CHP'ê tim propagandayeke li dijî partiya me dihate dikirin. Lê li hemberî van lîstikan partiya me HADEP'ê li Asarlýk'ê bi ser ket. We bi hejmar û ferqeke çawa serokatiya belediyeyê stand? Jimareya hilbijêrên Asarlýkê 8200 e. Ji vê hejmarê dengên pejirandî 6200 e û me ji van dengan 2245 heb stand. Di navbera me û partiya duyemîn de 748; di navbera me û partiya sêyemîn de jî 1050 deng ferq hebû. Em dikarin bibêjin ku me bi rêjeya ji % 35.5 serokatiya belediyeyê stand. Em bawerin wekî tevahiya belediyeyên ku HADEP'ê bi dest xistine belediyeya we jî xwedî deynên giran e. Dîsa li gorî saloxdayînan serokê kevin berî hilbijartinê ji bo ku dîsa serokatiyê bistîne gelek kes hildane kar. Hûnê li ser van tißtan çi bibêjin? Rast e. Belediyeya me heta îro wekî saziyeke kamûyê nehatiye birêvebirin. Bi rastî ez jî nikarim rewßa heyî rave bikim. Hesab û kitêbê bazirganekî pêz bi xwe jî heye. Mixabin li vê derê ne hesab û ne jî kitêb hatiye girtin. Heta îro deynê me li dora 250 milyarî bû, ango me wisa dizanibû. Lê ev du rojin em pê hesiyan ku 100 milyarê din deynê me heye. Serokê Belediyeyê yê berê li derve gotiye ku wî belediye bê deyn teslîm kiriye. Lê heta îro nehatiye ku merasîma dewirteslîma belediyeyê jî. Mohreke belediyeyê jî bi xwe re biriye û ew teslîmî me nekiriye. Li gorî faturayên deyna di nava van herdu mehên dawî de bihayê 7 mîlyara çaqil kiriye, dîsa ew qas qeder jî çîmento, lê em lê dinihêrin ji wê rojê heya îro neko bi bihaye milyaran erebeyek qum anjî torbeyek çîmento li cihekî Asarlikê nehatiye rijandin. Ev yek jî dide xweyan ku li wê derê gelek nerastî (yolsuzluk) hatine kirin. Nifûsa Asarlýkê bi awayê fermî 14 hezar e. Lê niha 20 hezar kes li vê beldeyê dijîn. Dema em hatin ser kar 120 kes li belediyeyê wekî karker dixebitin. Li hêla din 60 hezar kes li navçeya Çiðliyê dijîn û bi tenê 60 kes li belediyeyê kar dikin. Serokê berê yê belediyeyê beriya hilbijartinan bi çend rojan bi dehan kes hildane kar. Jixwe hatina (bûtçe) belediyeya me biçire, nikare meaßa 30 kesî bide. Lewre 30 kesê ku pißt re hildabûne kar, me ji kar avêtin. Gel bi çi awayî nêzikiyê di belediyeyê dide. Çi ji we dixwazin, hûnê bikaribin ji xwestekên wan re bibin bersiv? Gelê Asarlýkê rêveberiyeke dadyane ji me dixwaze. Jixwe em jî di vî warî de jixwe bawer in. Gel dixwaze ku em li hemberî wan rast bin. Ji rewßa belediyeyê jî haydar in. Bi rewßa heyî encax em dikarin di 3 salan de deynên xwe bidin. Hûn dixwazin berî her tißtî çi bikin. Plan û projeyên we yên çawa hene? Di demeke kin de mirov nikare tißtekî berbiçav bike. Vê gavê belediye di bin deynan de fetisiye. 350 milyar deyn ji bo me ne hêsan e. Hatina belediyê sê salan hewqas nake. Lê li hemberî vê yekê jî dîsa hinek projeyên me hene. Di destpêkê de em dê li ser xebatên çand û hunerî bisekinin. Ji bo ciwanên xwendekar rojên ßemî û yekßeman wê qûrsên taybet bêne destpêkirin. Di aliyê aborî de em dê ji xwendekaran re bibin alîkar. Her wiha ji bo paqijkirina derdorê çi ji destê me were, em texsîr nakin. Birêz Güleryüz, wekî gotina dawî hûn dixwazin çi bibêjin? Em dê Asarlýkê li gorî îmkanan bi gel ve bi rê ve bibin. [AW77A5] ßerê li Keßmîrê gur bû Hîndistan û Pakîstan gefan li hev dixwin Kêßeya Keßmîrê, ku erdê wê di navbera Pakîstan û Hîndistanê de hatiye parçekirin, ji nîveka gulana 1999'an vir de bûye sedema pevçûneke nû. Li gorî agahiyên ajansên nûçeyan, di mehên zivistanê yên bi berf û pûk de, nêzî 400 ßervanên misilman, bi çekên giran, li cihên bilind û stratejîk ên li ser Xeta Kontrolê ya di navbera Pakistan û Hîndistanê de bi cih bûne. Kesên li ser mijarê pispor in daye zanîn ku saloxên li ser vê yekê gihîßtine ber destê hêzên Hîndistanê, lê wê demê, ji ber mercên giran ên hewayî û asêbûna cihên navborî, siyasetmedarên Hindistanê guh nedaye wan agahiyan. Bilindahiya van cihên sar û bi berfê dagirtî 5 hezar metro ye. Ji 26'ê gulana 1999'an bi vir de, Artêßa Hîndistanê bi 30 hezar leßker û hêzên hewayî ketiye herêmê, lê ji ber ku di destê ßervanan de çekên giran hene û li cihên stratejîk bi cih bûne, hêzên Hîndistanê nikarin van ji herêmê derxin. Çavkaniyên Hîndistanê di vî warî de balê dikißînin ser alîkariya Artêßa Pakistanê ya bo ßervanan. Li gorî wan çavkaniyan, ew kes ji hêla artêßa Pakistanê ve hatine perwerdekirin û li wir hatine bicihkirin. Her wiha tê îdiakirin ku ew kes ne nißtevanê Keßmîrê ne, kesên afgan û pakistanî ne. Heta niha di ßer de du balafir û firokeyeke Hindistanê ketiye. Li gorî Artêßa Hindistanê 103 leßkerên wan hatine kußtin û 242 leßker jî birîndar bûne. Heman çavkanî kußtiyên aliyê din jî wekî 267 nîßan daye. Ev herêm, ji sala 1947'an ku Pakistan û Hindistan ji bin nîrê Îngilistanê derketine û ji hev veqetiyane vir de, mijara ßer û pevçûnan e. Heta niha sê caran di navbera her du dewletan de ßer derketiye. ßerê dawîn di sala 1971'ê pêk hatiye û di sala 1972'yan de peymanek hatiye girêdan. Bi vê peymanê, sînorê di navbera her du dewletan de diyar bûye û Xeta Kontrolê di navbera her du dewletan de hatiye danîn. Li gorî vê peymanê, ji sisiyan duduyê erdê Keßmîrê di bin destê Hîndistanê de maye û ji sisiyan yekê erdê Keßmîrê jî di bin destê Pakistanê de ye. Ji ber ku piraniya gelê Keßmîrê misilman e, dewleta Pakistanê pißtevaniya ßervanên Keßmîrê dike. ßervanên ku doza cudabûna ji Hîndistanê dikin jî, beßa di bin destê Pakistanê de wekî baregeh bi kar tînin. Li hemberî bißûnewarbûna ßervanên Keßmîrê, reaksiyona tund a Hindistanê deriyê ßerekî gißtî, li her du dewletên ku ji mêj ve li dijî hev in, vekir. Tißtê ku ßerekî bi vî rengî xeternaktir dike jî çekên kîmyewî û nukleer ên di destê her du dewletan de ne. Her du dewletan jî sala çûyî çekên nukleer ceribandibûn. Ji niha ve rayedarên Pakistanê îdia dikin ku Artêßa Hîndistanê li hemberî ßervanên Keßmîrê çekên kîmyewî bi kar tîne. Lê rayedarên Hindistanê vê yekê wekî îdiayeke bêbingeh didin xuyakirin. Ji bo vekirina riya lihevkirinê, wezîrên karê derveyî yên her du welatan roja 12'yê pûßperê li Delhiya Nû li hev rûnißtin, lê negihîßtin encameke erênî. Pißtî hevdîtina her du wezîran, Wezîrê Karê Derve yê Pakistanê Sartaj Azîz bi Serokwezîrê Hîndistanê Vajpayee re jî hevdîtinek pêk anî. Ji daxuyaniyên her du aliyan ên pißtî hevdîtinan diyar dibe ku her du alî bi awayekî cuda li mijarê dinêrin. Bo nimûne; Pakistan dixwaze bi riya vê bûyerê Kêßeya Keßmîrê bîne ser maseyê, lê Hîndistan tißtekî vî rengî napejirîne. Her wiha Pakistan ßervanên Keßmîrê wekî ßervanên azadiyê bi nav dike û Hindistan jî vê yekê wekî nîßaneya hevalbendiya wan û vê dewletê dinirxîne. Wisa xuya ye ku Hindistan kesên ku ji bo cûdabûna Keßmîrê têdikoßin, wekî destikê Pakistanê dibîne. Hate ragihandin ku Serokê Amerîkayê Bill Clinton jî ji bo ku çareseriyek ji kêßeyê re bê dîtin, bi Serokwezîrê Hindistanê re, bi riya telefonê, peyiviye û xwestiye her du dewlet kêßeyên xwe bi gotûbêjan çareser bikin. Pißtî hevdîtinan her çiqas her du aliyan jî da zanîn ku dilê wan nîn e ßerekî derxin, lê rayedarên her du dewletan jî aliyê din sûcdar dikin. Her wiha rayedarên her du dewletan jî diyar kir ku ew ji ßer re jî amade ne. [AW77A6] Di çapemeniya cîhanê de li ser dozê nirxandinên objektîf Toronto Globe and Mail - Rewßa kurdan jî dißibe ya kosovayiyan Nivîskarê Rojnameya Toronto Globe and Mail Alan Freeman, di hejmara roja 11'ê pûßperê de, nivîseke berfireh li ser Kêßeya Kurd nivîsandiye. Di nivîsê de hatiye daxuyandin ku li welatê kurdan jî 4 hezar gund hatine valakirin, milyonek mirov hatine koçberkirin. Freeman gotiye, kurd ji hemû mafan hatine bêparkirin û nikarin vegerin gundên xwe. Di nava nivîsê de helwesta rayedarên tirk, ku hebûna kurdan û kêßeya wan red dikin jî, hatiye rexnekirin. Nivîsê bal kißandiye ser wekheviya nêzîktêdayina dewleta tirk a li ser Kêßeya Kurd û ya Miloseviç a li ser Kêßeya Kosovayê. Her wiha durûtiya NATO'yê jî hatiye rexnekirin. Vek - Li ber Öcalan cezayê îdamê heye Rojnameya hefteyî ya rûsî Vekê li ser Doza Sedsalê nûçeyek amade kiriye. Amadekarê nûçeyê daye zanîn ku li ser biryara der barê Öcalan de gotina tißtekî teqez ne hêsan e, lewre Öcalan serokê tevgereke neteweyiye û siyasetmedarek e; dewleta tirk her çiqas wî wekî sûcdarekî adlî bi nav bike jî, bi vî çavî li wî dinêre û xala ku jê doz hatiye vekirin jî vê rastiyê nîßan dide. Di nûçeyê de hatiye gotin ku Öcalan bi awayekî nerm nêzîkî di dozê daye û dixwaze ku ew doz, xizmetê ji doza neteweyî ya gelê kurd re bike. Rojnameya Vekê diyar kiriye ku darvekirina Öcalan gelekî dijwar e. Lewre îdam, digel reaksiyona tund a kurdan, dê bibe sedema rexneyên tund ên cîhanê jî. Washington Post - Mafxur sînoran nas nakin Rojnameya Washington Postê, roja 16'ê pûßperê cih daye gotûbêjeke bi Rêveberê Rêxistina Efûyê ßaxa Amerîkayê William F. Schulz re. Di vê nivîsê de Schultz daye zanîn ku li welatên wekî Çîn, Kûba û Sûdanê mirovan ziyaneke mezin dîtiye, lê dewletên ku xwedêgiravî parêzgeriya mafên mirovan dikin, çavên xwe ji van tißtan re digirin. Di nûçeyê de hatiye gotin ku li Tirkiyeyê li hemberî kurdan mafxuriyên girîng pêk tên; li Amerîkayê darvekirin, li Îsraîlê jî îßkence heye. Rêveberê AI'yê xwestiye ku dadgeheke mafên mirovan bê avakirin û kesên mafxur û zilimkar bên darizandin. [AW77B1] Dayê! Bavê Min Direvînin... "Revandineke Zindî": Fehmi Tosun Li ser bajarê qelebalix, ku deng lê bilind dibû, roj li ber ava bû. Li asîman belekiya ewran, bi rengê sor, zer û çeqel xemilibû. Zarok, di nava tirs û heyecanê de, di nêrdevanan re bi lez beziya jor û bi awayekî bêhnçikiyayî kete hundir û qêriya: "Dayê...! Dayê! Sê kesan, bi lêdan û bi darê zorê bavê min dixin taksiyê!" Dayik Haným Tosun, welatparêz û rewßenbîrên ku wê demê pir dihatin revandin, bi bayê birûskê di hißê xwe re derbas dike; di nava tirs û peroßiyê (panik) de derdikeve ßaneßînê (balkon), dibîne ku ew sê kes, hîna jî lê dixebitin ku Fehmi bi darê zorê bixin taksiyê. Fehmi ji bo ku nekeve taksiyê li ber xwe dide, lê polîs bi kulmisk û pehînan zora wî dibin. Fehmi Tosun ji aliyekî ve, mîna ku bizanibe ka wê çi were serê wî, hewl dide nekeve taksiya spî, ji aliyekî ve jî diqîre û dibêje " Hawar...! Min direvînin." Dayik û kurê wî, heta ku bi lez û bez dadikevin xwarê, taksiya spî, tevî deriyê nîv vekirî û lingê Fehmî yê li derve mayî, lê dixebite ku di nava toz û dûmanê winda bibe. Lê, ji ber ku li ser rê zarok hene, nikare bilezîne. Wer xuya ye, kujeran an ji ber ku devê wî girêdaye yan jî derbeyeke giran lê dane, Fehmî nema dibêje, " Hawar li min!" Îcar dora qêrîn û hawarê tê Haným Tosun: "Hawar... Hawar li min! Mêrê min direvînin... Plaqaya wê bigirin." Haným, ji ber ku encama vê revandinê dizane, her digîrî û dike qêrîn û hawar. Zarokek dibeze, tê cem wê û dibêjê, "Xaltî, min plaqe girt." Cînarên wê, ku di pencereyên xwe de li bûyerê temaße dikin, bi armanca alîkariyê telefonî polîs jî dikin. Pißtî demekê, dereng be jî, komek polîs tê ber derî; Haným bûyerê ji wan re vedibêje û nimeroya plaqê dide wan. Polîs, bi hinceta ku îfadeya Hanýmê bigirin, wê dibin Qereqola Avcýlarê. Haným, hemû tißtên ku bi çavê serê xwe dîtine ji polîsan vedibêje. Di vê navberê de polîs, bi lêkolîna li ser nimeroya plaqaya wê dixapînin. Lewre pißtî demekê, ji Hanýmê re dibêjin, "Ev plaqê sexte ye." Li ser vê yekê Haným li ber polîsan radibe. Îcar polîs di ser wê de diqîrin û dibêjinê: "Tu ji ku zanî, ew polîs in!" Haným li wan vedigerîne: " Kesî heya îro doza mêrê min nekiriye û tu dijminên wî tune ne." Pißtî vê yekê ew dîsa dibêje, yên ku mêrê wê revandine polîs in. Ji ber vê hindê polîs madê xwe tirß dikin û awiran bi wê vedidin. Li pey van bûyeran, Haným li ser bûyerê nameyekê dinivîse û dide polîsan. Roja din qereqola Gayrettepe gazî wê dike û ji wê pirsa çalakiyên siyasî yên Fehmi dike. Haným li wê derê fêr dibe ku, mêrê wê, roja ku tê revandin, hevalê xwe yê kurd Hüseyin Aydemir dibîne. Ji wê rojê wir ve, tu agahî û dengûbas li ser Hüseyin Aydemir jî nehatiye hilanîn. Wer diyar e, polîsan ew jî heman rojê revandiye, lê nayê zanîn ka polîsan ew ji ku derê revandiye. Haným digihêje wê baweriyê ku Fehmî li devereke din li taksiyê hatiye siwarkirin, lê Fehmi ji wan re çi gotiye, ne diyar e. Bi baweriya Hanýmê, wan bi dek û dolapan ew aniye ber deriyê malê; dawiyê, ji ber ku fêm kiriye ew tê revandin, di nava dest û lepên polîsan de bi wan re pev çûye û kiriye hawar. Haným wer difikire ku Hüseyin Aydemir jî bi taksiyeke din hatiye revandin. Di ser bûyerê re 5 sal derbas bûn, lê Haným, hevalê xwe, bavê zarokên xwe, hîna jî di dilê xwe de vedißêre. Kurê wê yê herî mezin, pißtî windabûna bavê xwe, neçar dimîne ku dest bi kar bike û bi îmkanên xwe yên kêm, hewl dide debara malê bike. Lêzim û mêriyên Hanýmê jî pißtgiriya wan dikin; wan bi hev re parêzer girtiye û serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê DMME'yê daye. Ev bi salan e ji dadgehê tu encam an jî agahî nehatiye wergirtin. Haným li ber xwe dide, di nava hewldanan de ye, lê ji kesî tu deng dernakeve. Min Haným Tosun îsal, li Cenevreyê, di dema danißîna Koma Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî de dît. Wê, di Kongreya Windahiyên Cîhanê de, ji xizmên windahiyên cîhanê re, êß û kesera dilê xwe anî ser zimên. Ew dibêje: "Bi salan e çavên min li riya wî qerimîn. Ev êßeke giran û dijwar e. Lewre ji kußtin û qetlkirinê gelekî dijwartir e. Me ne ji Hüseyin ne jî ji Fehmî tu agahî hilneaniye." Di vê navberê de, Haným dîsa jî çi ji destê wê tê dike, her û her pirsa hevalê xwe dike. Ew, yek ji Dayikên ßemiyê ye. Fehmî çima hate revandin? Ew kurdekî liceyî bû; karkerekî di halê xwe de bû. Li vê cîhanê ji kesî tißtek hêvî nedikir. Wî, bi tenê, wekî her mirovî, doza ziman, çand û mafên xwe yên rewa dikir. Wî, hewl dida xwedî li keda xwe derkeve, bi kesekî nede xwarin; di civakê de biçûk nayê dîtin û her wiha bibe endamekî azad û bi rûmet yê civaka azad. Ango wî dixwest bibe kurdekî azad. Ew, di sala 1991'ê de, bi hinceta ku alîkariya PKK'ê kiriye û endamên wê hewandine, tê girtin û sê salan di girtîgehê de dimîne. Pißtî ku ji girtîgehê derdikeve, gelek caran tê binçavkirin û gef lê tên xwarin. Lewre ew mala xwe bar dike, diçe Stenbolê. Li vê derê, li Avcýlarê, di xaniyekî erzan de bi cih dibe. Wî hewl dida ku bi destefiroßiyê (seyyar satýcý) debara zarokên xwe bike... [AW77B2] Bo xwendina pirtûkên girîng pêßniyazên Öcalan: Nîßaneyên Hunera Serokatiyê Xwendevan gelek wextan li benda pêßniyazan in ku li gorî pêßniyazan, pirtûkan bikirin û bixwînin. Di vî warî de pêßniyazên Serokê Gißtî yê PKK'ê Abdullah Öcalan ji aliyê girseyê ve bi awayekî germ têne pêßwazîkirin. Tîraja her pirtûka ku Serokê PKK'ê qala wê kiribe di heman demê de berz bûye. Li gorî vê yekê, gava ji bo xwendina pirtûkekê pêßniyaz tê kirin xwendevanên kurd lez didin xwe, da ku wê pirtûkê bixwînin. Wekî mînak; Serokê Gißtî yê PKK'ê Abdullah Öcalan gava di sala 1995'an de behsa xwendina pirtûka bi navê "Hunera ßer (Savaß Sanatý)" a SUN TZU kir, ku ev pirtûk naveroka wê li ser ßer e, xwendevanên kurd bi lezgînî berê xwe da pirtûkxaneyan da ku wê pirtûkê peyda bikin. Dîsa dema ku Serokê PKK'ê çû Romayê qala Dewrêßê Evdî kir. Rojname û kovarên me jî dest bi weßandina çîroka Dewrêßê Evdî kir û xwendevanên me jî li pirtûka vê çîrokê geriyan, da ku bixwînin. Dîsa di demên dawîn de Serokê PKK'ê di nameyeke xwe de ku ji Ýmraliyê wekî bersiv ji çend girtiyên ji doza PKK'ê yên jin re ßand, qala xwendina pirtûka Gilgamiß kiribû. Dû vê, xwendevanên kurd berê xwe da vê pirtûkê ku bixwînin û jê tißtekî fêm bikin. Dîsa Öcalan di xweparastina xwe ya ku di dozê de kiribû de jî behsa pirtûka Leslie Lipson a bi navê "ßaristaniya Demokratîk (Demokratik Uygarlýk)" kiribû. Her wiha Öcalan ragihandibû ku xwendevan ji ber ku Rojhilata Navîn baß nas bikin bila pirtûka Ramses (1,2,3,4,5.) û Siyasetnameya Nîzam-ûl Mulk jî bixwînin. Di heman katê de xwendevan ketin hewla peydakirina van pirtûkan. Me jî xwest li dû van pêßniyazên ku ji aliyê xwendevanên me ve wekî talîmatekê têne dîtin qala çend weßanxaneyan û pirtûkên ku di van weßanxaneyan de derketine bikin da ku barê lêgerîna xwendevanên xwe hêsan bikin. Weßanxaneya Yurt'ê (Yurt Kitap-Yayýn) pißtî salên 1990'î ji ber ku pirtûkên Ýsmail Beßikçi weßandin gelek ceza xwar û gelekî zehmetî jî kißand. Demekê bêdeng ma. Vê weßanxaneyê di sala 98'an de xwe nû kir û ji nûve dest bi weßandina pirtûkan kir. Bi taybetî pirtûkên Yurt'ê yên mîtolojîk ji aliyê xwendevanan ve bi awayekî baß hatin pêßwazîkirin û hatin xwendin. Pirtûka Gilgamêß ku Serokê PKK'ê ji hevrêyên xwe re pêßniyaz kiribû jî vê weßanxaneyê weßandiye. Çend ji pirtûkên weßanxaneya Yurt'ê ev in: Keleha Fedayiyan; Alamût, Gilgamêß, Ömer Hayyam, ßamaß û hwd. Ev pirtûkên ku bi awayekî mîtolojîk hatine nivîsîn serdemekê ronî dikin. Di nav rûpelên van pirtûkan de kurdan û axa kurdan jî cihê xwe girtiye. Xwendevanên kurd û weßanxane jî dibêjin ku pirtûkên ku Serokê Gißtî yê PKK'ê pêßniyaz dike pirtûkên hêja ne û ev pirtûk ji aliyê xwendevanan ve zêde têne xwestin. [AW77B3] Xweparastina Abdullah Öcalan bû pirtûk Manîfestoya Aßtiyê Weßanxaneya Memê parastina Serokê Gißtî yê PKKê Abdullah Öcalan bi navê "Kürt Sorununda Demokratik Çözüm Bildirgesi" (Di Kêßeya Kurd de Danezana Çareseriya Demokratîk) wekî pirtûk weßand. Di despêka pirtûkê de Serokê PKK'ê hîtabî dadgeran dike û dibêje: "Tu ßer û pevçûnên dijwar bêyî bidestxistina aßtiyeke azad bi dawî nebûne. Ji destê kê çi were, divê texsîr neke." Di pirtûkê de an di parastina Doza Sedsalê de Öcalan, tekiliyên tirk û kurdan, pevajoya peydabûna PKK'ê, pirsgirêkên xweguhertinê yên di nav PKK'ê de, tezên ji bo yekîtiya demokratîk, rola kurdan a di damezirandina Komara Tirk de, di Kêßaya Kurd de pêvajoya nû û gelek mijarên din ên li ser tirk û kurdan, xal bi xal analîz kiriye. Öcalan, di parstina xwe de diyar dike ku ew bi aliyê hiqûqî re elqedar nabe û dide zanîn ku parastina wî divê wekî bersiva doznameya (iddianame) dozger neyê famkirin. Li gorî Öcalan, ev yek ji bo aßtiyê, demokrasiyê û biratiya gelan îmkan û fersendeke mezin e. Bi rûmet e. Dîsa mirov dikare parastina Öcalan ji aliyê agahiyên li ser dîroka Komara Tirk ve, wekî çavkaniyeke hêja bibîne. Yek ji xalên herî girîng jî mijara qedexekirina zimanê kurdî ye. Abdullah Öcalan wiha dibêje: "Hem tu yê bêjî tu ji bo Komarê endamê avakar î, hem jî tê zimanê wî qedexe bikî. Bi van taktîkan tu dev ji çareseriyê berdî, kêßeyê dijwartir û kûrtir dike, pirsgirêkên civakî girantir dike û mirovan dide ser riya çalakiyên herî dijwar." Öcalan dide zanîn ku siyeseta aßtiyê ne îro dest pê kiriye. Vê yekê, ji dema Turgut Özal ve dest pê kiriye. Öcalan nêzîktêdayina PKK'ê ya wê demê wiha formule dike: "Em nabêjin ji nißka ve em dê ji Tirkiyeyê biqetin". Herwiha diyar dike ku ew di vê mijarê de gelekî bi rasteqînî difikirin. Di nav rûpelên pirtûkê de di beßa "Demokrasî: Di sedsala 20'an de bi ser dikeve (20. yüzyýlda zafer kazanan demokrasi) de Abdulah Öcalan li ser dîroka demokrasiyê, pêvajoyên demokratîk, salên sazîbûna demokrasiyê ya li cîhanê, bandora wê ya li ser Tirkiyeyê û kurdan rawestiyaye. Öcalan li ser vê mijarê dîtinên xwe wiha tîne zimên: "Demokrasiyê li dijî dîktatoriyên faßîst û reel-sosyalîzmê serkeftina xwe îlan kiriye. Her du sîstemên totalîter jî di destpêkê de mirovan gelekî bi pêß dixin. Lê, li ser piyan bi domdarî namînin. Ev yek jî ji ber çewsandina van sîsteman a li ser ßarezatiya afirîner, mirov û civakê pêk tê. Demokrasî mirovan hêdî hêdî bi pêß dixe. Lê zû bi zû narûxîne û nakeve. Abdullah Öcalan di beßa "Tezên ji bo yekîtiya demokratîk" de li ser yekîtiya tirk û kurdan disekine, ji aliyê dîrokî û siyasî ve peyva KURDISTAN'ê dinirxîne û diyar dike ku peyva Kurdistanê hem ji aliyê Siltanê Selçûkiyan Sancar, hem jî ji alayê M.Kemal Atatürk ve hatiye bikaranîn û qet nikare bê qedexekirin. Li gorî Öcalan Misaki-Milli jî sonda tirk û kurdan e. Serokê PKK'ê di parastina xwe de car caran ji Atatürk mînakinan jî pêßkêß dike û dide zanîn ku di ßertên îroyîn de li ser esasê Komara Demokratîk meßa bi hev re, li ser bingeha wekheviyê, daxwaza her kadroyê Tevgera Azadiyê ye û ji ber vê yekê ye ku ew bêtirs van dîtinan diparêze, bi pêß dixe. Di parastinê de Öcalan, beßek ji talîmata Atatürk a ku di sala 1920'an de ji fermandarê El-Cezîrê Nihat Paßa re ßandiye pêßkêß dike. Di talîmatê de Atatürk ji fermandarê herêmê dixwaze ku kurd û biyanî (îngilîz, fransiz û hwd.) nebin yek û ji aliyê îdarî ve rayeya herêmê dide fermandariya El-Cezîrheyê. Di parastinê de li ser azadiya ziman û çanda kurdî bi taybetî hatiye rawestîn. Li gorî Öcalan, riya çareseriya Kêßeya Kurd, pißtî hin gavên cesûr, di azadî û geßbûna ziman û çanda kurdî re derbas dibe. Her wiha dewletê jî ev yek fam kiriye û di 93'yan de ne bes be jî azadiyeke qismî nas kiriye. Öcalan dibêje: "Li tu deverên cîhanê li ser zimanê zikmakî qedexekirin tune ye, divê li Tirkiyeyê jî tune be. Mirov dikare bibêje ev pirtûk an jî parastina Serokê Gißtî yê PKK'ê Abdullah Öcalan, di famkirina pêvajoya siyasî û stratejiyên pêßeroja kurdan de dê cihekî gelekî girîng bigire. [AW77B4] Ji dîroka devkî pirek ji benan Ji Dîroka Devkî mirovên ji xaka Mezopotamya - ku hozan û terecanên dema demê bûn- ( di sedsala bîstan de li ser erdê bindest ) ji her însanekî qaznaxeke vala... her yek jê biyaniyekî evîna ßîregerm! (dem dem siya veßarî ji xeyalên bo evînê re jî bi xeyd e) dem gilokeke ji êgir di destê teßîrêsên welêt de pira ji benan e) mirovê kurd; ji pesindariya tebaqa tûtinê ji bin barê tirsnakiya namûsa bi havênê bênamûsan havên dayî ax û xwîn jan olamtî pelîsetî niha tißtê ßîn tê bi ruhê teßîrêsan rengê jînê dialêsin niha her canbazekî împeryalîzmê li ser doßegên berdêlî de wekî marê di sîvengên payizên Serhedê de tevizî ne tûyên me çûne sûkê bibin dims!* di askorên biyan de li ber tîtikên nener û sosret parêznameyan li ser hißê tirß reß dikin rû ji dîwarên sotî reßtir * "Nokên me çûne bajêr bibin leblebî" Pênc Dilop çavên min bûne brutus kêr li tenêtiya dilê min xist dilopeke xwînê, xeydek ji jiyanê her dilop, evînek e min evînên xwe ji tenêtiyê diguvaßtin ji min xeyidî bûn stûxwar bûn êdî em ne li hev bûn ezman, çiya, stran, welat, baran her yek sembolek bû her yek bi eßqekê re hatibû jiyîn bila ew ji çavên min re bêjin brutus bila ew ji mala dilê min bar bikin were ez sembolan bi te re bijîm were were ez sembolan ji te re bikim fosîl di axa xwe de ezê qiloçên xezalan jî ji te re bînim ger bibe sedema mirina min jî ez evînê bê fêda nahêlim! Embaz to vîrî yeno, zaf bibi berz riyê ezman di adirê berxwedan zaf germin û gonî bi ma destê xo eßtibî serê kiftonê yemno û dormalê adirê di govend kerdibî û deyirî vatibî vengonê ma aya ßew cira dirnabî û ma yew fekira qirnaynî ma vatî ki, ma estî û timî zî estî... e, embazê min! to, aya ßew mira vatî bi; destonê xo û zerê xo, deng bikir aßm û yew wirdisê roßnî tira bi tirawi! la belê wa aßm ni veynirû wirdisê xo zaf bikir pit, wa aya roßnî to desti ra nêveciro û nêremiro. peyra herg hetê welatê xo ra vila bikiri serê koyon di, zerê deßtan di, zerê dewanê veßnayinoni di zî vila bikirê; wa piro cîhan pey bi hesi rû, roßniyak zerê welatê ma di biya berz rojî kû zere piro welatê ma tariyon di bena berz û ew cara ßoqê xo vila kena pêro cîhan!... e, embazê mi; vatox to, ha mi vîrdê ez nißkew vatox to bero ca la belê embazonê ßervano û ßoreßkero vatê to berdo ca Helbest Hêlek min çek yek helbest carna çek dißuxule carna helbest diaxive lê helbest bi bin dikeve çima? ji bo çi gelo? tißtê hêza helbestê kêm kiriye çi ye gelo? ji ber ku mirovatî rûreß bûye ji ber ku serdestan cîhan tarî kiriye heta ku cîhan ronî be heta Roj derkeve wê çek bißuxule pißtî ku Roj derket ku bindest azad bûn wê demê dê helbest jî bi ser keve ezê jî çekê bißkînim helbestê bixebitînim ji bo ku dinya bibe gulbihar ji bo ku helbest bibe desthilatdar Gêrika Kulek li welatê xerîbiyê dixebitim xizanî gelekî zor e ji xwe re diponijim dilzîz im xeyal westiyane nola min roj diçe ber bi êvarê de bayê rojhilat çend telepiyê ewrên sor dane ber xwe û diçe ber bi qûntera çiyê ve dest qelißîne li ser destiyê bêrê gêrikek radipelikî bi bêra min ve qirßek xistibû devê xwe, ji heval û hogirê xwe veqetiyabû çarenûs yek bû qirß di destê wê, bêr di destê min de de were negirî û nelorîne de ji kerema dilê xwe re nenuhurîne em mîna hev winda kiriye me rêka welêt û moristana xwe [AW77B5] Heyla delal tu delal î Ji herêmên Amed û Botan, kilamine ji hesreta dilan Herêm: Botan Lawikê Delal Heyla delal, heyla delal, heyla delal lawkê delal Ezê bi ßirnexa xopan diketim Were dayê rebenê qala girî Weyla gawirê gawirbabê Minê dên û bala xwe dayê Minê digot binya ßirnexa rengîn Du zerî esmerê rûnißtin Belê ji kula dilê min û te re Qelen û nextê xwe dibirîn Heyla delal, heyla delal, heyla delal lawkê delal Belê vûrû min xanî kir ser xaniya Heyla gawirê gawirbabê Ezê derketim ser hewaleyî banê bilind Jor de min ê meze kir dawetê Belê gewra min î kofî sipiya Heke ezê rojê sê caran Çavê xwe vî heramê dêrisê gunda Digerînim nagerînim Ezê bejn û bala bilind û zirav nabînim Wek berf û bala serê Çiyayê Cûdî Tava temûz û tebaxê lê dide Noqte noqte, belê ciger û meleka dilê min heliya Heyla delal, heyla delal, heyla delal Bejin zirav gula dilê gundê me ye Were Xwedê hezar carî ava bivê Qederê pênsed malî tê de heye Wele wextê rije çavê min Ji wê bejn û bala te nakevê Wile heçku teva mala xwe Barkirî kavle Wele sebra minê xirabe ye Heyla delal, heyla delal, heyla delal Bejna zirav Ezê li ßirnexa ßewitî ketim Werê lê gawirê çi xweß war e Were ji kula dilê min û te re Binre deßt e lê sere çiyay ye Wextê rojê çavê min Li wê bejn û bala te nakeve Heçku ava Çemê Botan li min çikyaye Heyla delal, heyla delal, heyla delal Lawikê delal Sibeye tavê dêrisê gundê we zeriqand de vê zalim qîza zalima Çawa rûnißt her ber kulek û pencere eynikan Were dayê rebenê xwe xemiland Hey gawirê, Xwedê mala babê te xira bike De çiqa merê xwe dilê xwe kir Wile te ceger û dil û melaka Dilê min heliyand Heyla delal, heyla delal, heyla delal Lawikê delal Wile berfê lêkir, berfa bêra Hey bê mirada Xwedê Minê digot bayekî jorde lêda Belê ji kula dilê min û te re kirye sebra Wile ezê rabim vê sibê Qulf û mifta ser sing û beriva bedena Xwe evdala Xwedê venakim Ezê bihêlim ji delalê dilê xwe re Belê heta bêyo ji rêka dêra Gewra min Were gewra min rinda min Berfa çiya li min heliya Wile ez evdalê Xwedê Bûme pîr û bedewa Ketime serê riya Wile wextê rojê Sê caran çavê min Li wê bejn û bala te dikeve Belê dilop dilop Ezê can û cigera xwe de heliyam Ax gewra min tu dîn î tu dînî Were rinda min tu dîn î tu dîn î Were gewra min rinda min Malê me bar kirin qet dananîn Lêlê li Zozanê Serhedê Dewsa war û bara danî Belê sed car qewl û qerar bext nema Lêlê ji qîz û xortê vî zemanî Ax gewra min tu dîn î tu dîn î De gewra min tu dîn î, tu dîn î Were gewra min rinda min Minê digot bihar e xweß bihar e Belê malê me bar kirin Danîn serê Zozanê Serhedê Lê dewsa warî bar e. Lê belê sing û bera bedenê te Evdala Xwedê, sala par vî çaxî Wê ber destê min bû Belê minê dîtû sala îsal Ketiye ber destê vî kûtêke goriyê beranê mêrê kal e Ax gewra min tu dîn î tu dîn î De rinda min tu dîn î tu dîn î Were gewra min rinda min Ezê diyarî xopana Herekola Mîra diketim di kula dilê min û te re be keviya Wile Xwedê dizane ji êvara Xwedê ve Tu çend caran derê mala me re diçûya Wile wextê rojê çavê min Li wê bejn û bala te nakeve Wile dilop dilop Can û kezeba dilê min heliya Were gewra min tu dîn î tu dîn î De rinda min tu dîn î, tu dîn î. [AW77B6] Delalo tu delal î Herêm: Amed De sê roj çûye ji meha payiza di ortê ye Çima navê fîtika delalê min derketiye ji qereqolê, gidyano law ji ßubê ye De berê delalê dilê min dane dikanê berberxanê Tûncika delalê dilê min avêtine ber meqesê, gidyano lo ber cûzanê ye v Delalê dilê min birin hemamê hemamîß kirin Qata cilê nîzamiyê girtin li delalê dilê min dikirin Delalo delalo delalo delalo delalo delalo delalo delalo delal delalo tu delal î Delalê dilê min birin îstasyona ßewitî ber tirênê Wele xurîn diketin vê xopanê vê mîrata vê tirênê Minê porkura Xwedê gava bala xwe didayê Delalê dilê min nexwanê ye ji mijê ji dûmanê Delalo delalo delalo delalo delalo delalo delalo delalo delal delalo tu delal î De delalê dilê min hanîne îstasyona Diyarbekir peya kirin Qata cilê nîzamiyê girtin li delalê dilê min degiß kirin Meqesê vê çîpanê vê xopanê vê mîrata tirênê degiß kirin Delalê dilê min li wê derê siwar kirin, birin topraxê Anadolê li Selîm Qißlê peya kirin Delalo delalo delalo delalo delalo delal o delal o delal o delal delalo tu delal î De delalê dilê min birin Stembola xopan li Selîm Qißlê peya kirin Qata cilê nîzamiyê li delalê dilê min degiß kirin Delalê dilê min birne telîmxanê telîm kirin Delalo delalo delalo delalo delalo delalo delalo delalo delal delalo tu delal î Xwezila wezê bibama çivîkek ji van çivîkên ber ezmana Ji xwe ra bigeryama li Anadolê, li ßaristana Minê bidiyana mektûba delalê dilê min ji hudûdê Bulxar bihatana Ca bigota delalê dilê te bûye çawîßê ser borîzana Delalo delalo delalo delalo delalo delalo delalo delalo delal delalo tu delal î De delalê dilê min birine Stembola ßewitî gidî li ber çem e Minê porkura Xwedê gava bala xwe didanê ecemiye nizane pate bavê were cem e De hay delalo delalo delalo delalo delalo delalo delalo delal delalo tu delal î [AW77B7] Ez Adil im Adilê Bavê Tûjo me Sê heb surgucî rojekê bi komek gerîla re tevlî çalakiya rêbirînê dibin. Di çalakiyê de kêmînê davêjin ber konvoya leßkeran. Di wê kêmînê de çend tîmên taybet dimirin û çend heb jî direvin. Di nav zilamên Surguciyê de yekî bi navê Adil tîmên ku direvin dibîne û dide pey wan û bang li tîmên taybet dike, dibêje: "Ez Adil im, Adilê bavê Tûjo me. Kes nikare ji min bireve." Lê belê ew nikare yekî jî ji wan bigire. Pißtî çalakiyê Adil leßker ji bîr kirine. Lê leßkeran Adil ji bîr nekiriye. Rojekê tîmên taybet tên Surguciyê û li Adil dipirsin. Dora mala Adil digirin lê Adil di pencereya pißt malê re direve. Xwe digihîne bin gund. Lê leßkeran dora gund girtiye. Adil baz dide nav keviran, li wir, li cihekî ku xuya bike ßewqeya xwe û caketê xwe derdixe dide ser keviran û diçe. Leßker dibêjin qey Adil e, ßewqe û kincên wî didin ber guleyan û wekî seradê qul dikin. Pißt re mêze dikin ku Adil nîn e, li wir tenê ßewqe û kincên bavê Tûjo hene. Wê gavê dengek ji dûr tê û dibêje: "Ez Adil im Adilê bavê Tûjo me. Kes nikare min zeft bike." Erdal li ku ye Li hêla Stewrê di sala 1990'î de fermandarekî gerîla yê bi navê Erdal bi nav û deng bû. Ji bo vê yekê jî leßkerên tirk li her cihî lê digerin. Dîsa rojekê leßkerên tirk dibihîsin Erdal li herêma Surgucuyê ye. Leßker diherin Surguciyê. Hinek gundî li ber çalekê sekinîne û diaxivin. Leßker dorê li gundiyan digirin û ji wan dipirsin: "We Erdal dîtiye?" Gundiyek bersivê dide: "Erdal li Enqerê li meclîsê ye." Serleßker diqehire û ji leßkerê xwe re dibêje: "Gundiyan bavêjin çalê." Gava gundî gêr dibin çalê, serleßkerê tirk dîsa dibêje: "Ji çalê derên" Gava gundî dixwazin ji çalê derên serleßkerê tirk dîsa dibêje: "Erdal li ku ye?" Gundiyekî din bersivê dide: "Weleh qomitan beg em du Erdalan nas dikin. Yek jê li meclîsê ye û yek jî dînê gundê me ye. Li qisûra me mêze neke, me nedizanîbû hûn qala dînê gundê me dikin." Ev kerê kê ye derketiye ser xaniyê min Rojekê surguciyek der tê serê xaniyê xwe, dixwaze xwe gundor bike. Bi paniya sola xwe ya mezin û bilind dest bi gundorkirinê dike. Pißtî ku serê xanî hemî gundor dike paßê li pißt xwe difetile û dinihêre. Gava li pißt xwe dinihêre ßopa sola xwe ya ku çûye û hatiye dibîne lê fêm nake çi ye. Çavên wî beloq dibin û bi hêrs dest bi çêra dike. Wiha dibêje: "Ev ker kê derxistiye ser xaniyê min. Ê kerê xwe derxistiya ser xaniyê min ezê di diya wî....... xwediyê wî kî ye bira ji min re derê.' [AW77C1] Di cîhana global de rola NATO'yê (1) Ji ber peydanekirina nasnameyeke nû; NATO kete qeyrana stratejîk NATO, hetanî duh li dijî sosyalîzmê "hêza berevaniya cîhana azad" bû. Lê, cîhan pißtî dawiya salên 80'yî bi awayekî bi lez û bez guherî. Bi vê re NATO jî kete pey peydakirina 'nasname' û stratejiyeke nû. Lê di mercên îro de, ku hevkêße pir zû diguherin, bi hêsanî peydakirina vê nasnameyê dijwar e. Wekî tê zanîn di civîna salvegera 50'an a NATO'yê de di vê riyê de gavên girîng hatin avêtin. Lê, ev bi tenê wekî pêßnûma ma. Tißtekî zelal nîn e. Madem ku 'neyar'ê NATO'yê yê rastîn ji holê rabûye, ev rêxistina dêwasa, dê li ser kîjan esasî xwe bide jiyandin? Îro dijminekî bi awayekî zelal hatiye nasandin tune ye. Wekî nivîskarê DYA'yî yê navdar Huntingon jî dibêje, ma 'ßerê ßaristaniyan' dêrî dadide? Ma divê cîhana xiristiyanan xwe li gorî vê saz bike? Pißtî ku teza Fukuyama ya bi navê 'dawiya dîrokê' pûç derket, mirovahî li ser rengê pêßerojê dîtinên xwe tîne zimên. Guherîna stratejîk, a ku li derdorê NATO'yê tê gengeßîkirin û hetanî radeyekê wekî biryar hatiye diyarkirin, pesendkirina "Operasyonên li derveyî pêgeha NATO'yê" ye. Bi vê re NATO ne tenê 'rêxistina berevaniyê' ya her du aliyên Atlantîkê ye, her wiha li ser tevahiya cîhanê hêza êrîßkar a leßkerî ye. "Operasyonên li derveyî pêgehê" wekî stratejiyeke nû hatiye diyarkirin. Di pêvajoya ßerê Kendavê de, hema bêje, refgirtina hemû cîhanê ya li dijî Saddam, Neteweyên Yekgirtî derxistibû pêß. Di gengeßiyên wê demê de dîtineke wiha derketibû pêßberî me: NY rêxistina mudaxeleyê ya împeryalîzmê ye û NATO jî hêza wê ya leßkerî ye. Lê ev dîtin jî nehate selmandin. Bi rûdanên din re NY'ê bandora xwe ji dest da. Di serdema dagirkirina Kûweytê de Sovyetistan kete xeta taktîk a Amerîkayê. Lewre ji Neteweyên Yekbûyî werê hat ku Sovyetistan ketiye bin bandora wê. Temenê vê îtîfaqa fireh zêde dirêj nebû. Konseya Ewlekariyê ya ku biryarên operasyonên leßkerî yên NY'ê dide, bi yekcarî parçe bû. Li aliyekî DYA û Îngilistan, li aliyê din Rûsya û Çînê cih girt; Fransayê jî di navê de cih girt, lewma jî ev sazî xitimî û nema karibû biryaran bigire. Pißtî ßerê Kendavê her roja ku çû NY sist bû û ji navenda polîtîkaya cîhanê dûr ket. NATO'yê ßûna wê dagirt. Niha wezîfeyên ku berê bo NY'yê dihatin fikirîn, dikevin ser milên bo NATO'yê. Heta ji vê wêdetir, bi hin biryarên ku di bin banê wê de têne girtin re NATO ji bo jendermetiya cîhanê xwe saz dike. Rûdanên berbiçav ev in. Lê emê hinekî li tißtên sergirtî bikolin. Ji bo ku mirov binê stratejiya pêßerojê ya NATO'yê bikole, divê li ser taybetmendiya bingehîn a 'Pergala Cîhanê Nû' hûr bibe. Pißtî ku sosyalîzm hilweßiya, hevkêßeya durefî (iki kutuplu) ya cîhanê rûxiya. Di vê pêvajoya demdemî de DYA bi awayekî berbiçav derkete pêß. Lê taybetmendiya esasî ya PCN'ê ev nîn e; di destpêka salên 90'î de ji aliyê hêzên mezin ve lezginiya ji nû ve parvekirina cîhanê ye. Ji bo parvekirina cîhanê qayißkêßaneke dijwar Îro li cîhanê hêzên heyî gelekî ji hev cuda ne. Di polîtîkaya li ser cîhanê de 5 hêzên sereke hene: Amerîka, Ewrûpa, Japonya, Rûsya û Çîn. Ji nav van sê hêz, di pêvajoya îro de, di polîtîkaya PCN'ê de aktîftir in. Amerîka, Ewrûpa û Rûsya bo parvekirina cîhanê bi awayekî tûj di pêßbaziyê de ne. Di roja îroyîn de serdestiya Amerîkayê darî çavan e. Lê, dema ku mirov li rûdanên îroyîn dinihêre, mimkûn e ku hevkêße serê her kêliyê biguherin. Îro di parvekirina cîhanê de hêzên herî aktîf Amerîka û Ewrûpa ne. Rûsya jî, li dijî mewziyên ku ji dest diçin, bi hêrs û gir e. Japonya jî li gorî hevkêßeya Pasîfîkê, bi awayekî bêdeng û nerm, tevdigere. Dema ku Amerîka û Ewrûpa tim di nava pêßbaziya parvekirinê de bin, stratejiya nû ya NATO'yê dê çawa bê meßandin? Hêzên ku bi PCN'ê re ketine nava liv û lebatê, li ser îradeya navendî ya NATO'yê tesîreke rûxîner (yýkýcý) pêk tînin. Di 50'emîn civîna NATO'yê de ev yek eßkere bû. Pêßnûmaya ku Îngilistan û Fransayê pêßkêß kir, pißtî nîqaßên gur û li dijrabûna Tirkeyeyê, bi temamî nebe jî, hate pesendkirin (tasdîqkirin). Ev pêßnûmaya bi navê 'Nasnameya Ewlehî û Parastina Ewrûpayê(ESDÝ) rêxistina leßkerî ya Ewrûpayê diparêze. Bêguman ev rêxistina leßkerî, dê di nava sînorên NATO'yê de bê sazkirin, dê ji teknîk û binesaziya wê sûd wergire. Ev sazî bi tenê welatên ewrûpî di nava xwe de dihewîne. Ev nakokiya di nava NATO'yê de tißtekî ji rêzê nîn e. Encama mantalîteya hevkêßeya cîhanê û ji nû ve parvekirinê ye. "Cîhana Sêyemîn" deryaya xizanan a kapîtalîzmê ye. Di vê deryayê de her roj bi hezaran kes dixeniqin. Ji ber vê jî, mirov dixwazin biçin giravên zengîn ên li Rojavayê. Di encama vê de, di roja îroyîn de, pêleke mezin a koçberiyê derketiye holê. Wekî tê zanîn koçberiyeke wiha berî ßerê Cîhanê yê Yekemîn rû dabû. Amerîkayê wê hîngê ev pêla koçê helandibû. Hetanî radeyekê Amerîkayê ji vê koçberiyê hêz wergirt. Lê îro keßtî tijî bûye. Koçberiya ku wê demê hêz da 'Cîhana Nû', îro bûye barekî giran. Ev bo Ewrûpayê jî wisa ye. Gelek deverên 'Cîhana Sêyemîn' bo pêßerojâ kaptalîzmê bûne herêmên xeternak. Bo nimûne; ger li Rojhilata Navîn; li Tirkiye, Misir, Erebîstanê; li Amerîkaya Latîn jî li Meksîka, Brezîlyayê serûbiniyek pek bê, ev bo împeryalîzmê pir xetenak e. Li aliyê din du navendên împeryalîst yên di nava NATO'yê de, xwe bo parvekirina cîhanê amade dikin. Ev yek jî îradeya navendî ya wê saniyê dirûxîne. Tißtên ku di encama ßerê Kendavê de li serê Neteweyên Yekgirtî qewimîn, dibe ku pißtî ßerê herêma Balkan li serê NATO'yê jî biqewimin. NATO û Amerîka yek in. Li dijî hebûna Sovyetistanê, ev yek bo Ewrûpayê zêde ne mesele bû, lê, di hevkêßeya cîhana îroyîn de meseleyeke mezin e. Stratejiya NATO'yê ya di ßerê herêma Balkanan de ji ber dubendiya Amerîka û Ewrûpayê xitimiye. Lewre jî dibe ku NATO di encama vî ßerî de têk biçe an jî herî zêde 'Serkeftina Pyrus' bi dest bixe. NATO'yê her çiqas xwe bi teknîkê saz kiribe jî, ji ber valahiya stratejîk ketiye qeyranê. Wekî ku generalekî amerîkî jî dibêje; teknîk nikare valahiya sratejîk dagire.(Strategi Review, bihar '96) ßerê herêma Balkan, bi awayekî eßkere, ev yek rastandiye. NATO digel hêza xwe ya leßkerî û teknîk jî ketiye qeyranê. Lewre di warê stratejîk de di valahiyê de ye. Her wiha ji ber ku di nava wê de du refên xwediyê stratejiyên cuda hene di pêvajoya qêraneke giran de ye. (Dê bidome) [AW77C2] Komploya mezin û ßerê azadiyê Tirkiye bi erdnîgariya xwe ji bo împeryalîzmê cihekî gelekî stratejîk e. Împeryalîzm tu caran naxwaze Tirkiye ji dêst derkeve. Lewre têkçûna KT'ê têkçûna împeryalîzmê ye. Ji ber ku li ser Rojhilata Navîn daxwazên wan yek in, wekî goßt û neynûkê ne. Dewletên împeryalîst ji bo berjewendiyên xwe yên aborî, leßkerî û siyasî KT'ê tim li ser piyan dihêlin; dewleta tirk wekî destik bi kar tînin. Hemû alem tê gihîßtiye ku ne bi alîkariya împeryalîstan be li hemberî Tevgera Azadiyê KT ne gengaz e ku xwe li ser piyan bigire. Belkî tißtê ku derdikeve pêß, ßerê PKK'ê û KT'ê ye. Lê di rastiyê de ßerê ku PKK dide meßandin ne tenê li hemberî dewleta tirk e, her wiha ßerê PKK'ê û NATO'yê ye. ßerê du sîsteman e. Mînakên vê pir in û ev yek hatiye îspatkirin. Di domkirina vî ßerî de sedema bingehîn împeryalîzm û siyonîzm e. Ji ber ku bi hemû hêz û teknîka xwe alîkariyê dide KT'ê. Ev jî ne bes e bi awayekî fîîlî jî tevî vî ßerî bûye. NATO'yê PKK ji xwe re kiriye hedef. Ji bo wê pêwîst dibîne ku PKK'ê xilas bike. Komploya ku ji 9'ê kewçêrê dest pe kir û 15'ê reßemiyê kete merhaleyeke nû hê jî didome. Dewletên împeryalîst û hevkarên wan hîn jî hemû hêz û teknîka xwe ya komployî bi kar tînin. Sedem çi ye? Çima ewqasî bi ser PKK'ê û Serokê Neteweyî de diçin? Împeryalîzmê digot: "Me sosyalîzm ji holê rakir, li cîhanê sosyalîzm nema; em bi ser ketin. Belê, împeryalîzmê "sosyalîzma Sovyetistanê" hilweßand, "bi ser ket." Împeryalîzm di vir de di ßaßiyê de ye, xwe dixapîne. Çimkî sosyalîzm bi awayekî zanistî li Kurdistanê didome. Kurdistan keleha sosyalîzma zanistî ye, berxwedana dawîn didome. Serok Apo ßoreßgerê dawiya sedsala 20'an e. Împeryalîzmê got, divê rê li ber vê raperînê bê girtin. Ji bo vê kete nav hewldanê. Împeryalîzm, bi salan e bi hemû hêza xwe ya siyasî, teknîk û leßkerî bi ser tevgera mirovahiyê de diçe, lê tu encam bi dest nexist. Vê carê taktîk guhart. Serok Apo ji xwe re kire hedefa yekemîn. Hesabên împeryalîzmê ev bûn; ger Serok Apo ji PKK'ê dûr bikeve, tu bandora wî li ser PKK'ê û herêmê namîne. Wê hingê dê PKK zû xilas bibe. Ji ber ku yê PKK'ê li ser piyan digire Serok Apo ye. Yê ku li Rojhilata Navîn ßax vedaye, yê ku ji me re asteng e û bi mezinahiya xwe nav daye divê ji holê bê rakirin. Bi vî rengî dixwest gelê kurd û tevgera wî ku baweriya xwe bi Serok dianî û ew bo xwe wekî sitar didît hêvîßkestî bike. Komplo li ser vî esasî pêk hat. Lê her çiqas Serok di destê wan de be jî ev komplo li gorî daxwaza wan neçû serî. Gel ji berê zêdetir partî û serokatiya xwe ve hate girêdan. Li her çar parçeyên Kurdistanê ruhê yekîtiya neteweyî pêk hat û li çarmedora cîhanê kurd rabûn ser piyan, li hemberî komployê wan nerazîbûna xwe anî zimên û cîhan bi berxwedana xwe hejand. KT'ê li dijî kurdan û PKK'ê her rêbaz ceriband. Lê, bi ser neket û her roja ku diçe rûyê yê wê gemar eßkere dibe. Di polîtîkaya KT'ê de ji bilî daxwaza fetisandina ßoreßa Kurdistanê tißtek nîn e. Dewletê bi dek û sextekariyê DSP û MHP derxist pêß. Çimkî partiyên din gißt li dijî PKK'ê bi kar anîn. Lê, yek jî bi ser neket; gißt têk çûn. Yên ku bi awayekî rasterast nehatibûn ceribandin DSP û MHP bûn. Dê wan jî hetanî dawiyê bi kar bîne. Armanca wan ew e ku komployê bibin serî. Îro her çiqas Serokatî dîl be jî gelê kurd di serkêßiya Partiyê de têkoßîna xwe didomîne. Hilbijartina dawîn jî ev yek çespand. HADEP li Kurdistanê bû partiya yekemîn. Belê, Partî bi taktîkên nû û mezin ßerê rizgariyê dimeßîne. Gel di riya Partiyê de ye. Wê komployê veguhezîne mirina împeryalîzmê û Komara Tirk. [AW77C3] Hin taybetiyên zimanê Siyabend û Xecê Çend ßayesên gelêrî Tamarên eniyê mîna çonga devan rabûne: pir bi hêrs ketiye Dilê wî mîna çivîkekî serjêkerî perpitî: pir bi heyecan û peroß bû. Siyabend bi dilekî ne bi heft dilan Xecê heband (ev ßayeseke hevpar e, di gelek berhemên gelêrî de bi ber çavên mirov dikeve.) Mînanî teyroka biharê li Qedê tîr reßandin Wekî teyrokan lê reßandin: Di tirkî de di cihê vê ßayesê de dibêjin, 'yaðmur gibi yaðdýrýldý.' Erebê lêvdeqandî Erebê lêvdeqandî da ser rê; nesekinî, nexwar, raneza; ßev kire roj, roj kire ßev bi lez û beß çû, xwe gihande Beriya ßikaka. Ev jî motîfekî balkêß e, li vê derê vî kesî rista Bekoyê Ewan û pîra sêhrdar girtiye ser milê xwe Yê sax ew bû ku ji mala xwe nehatibû Ev jî qalibekî hevpar e û di gelek destanên din de jî tê dîtin. Felek kapa xwe hilo davêje, gûzên xwe bi meriv dide jimarê Ango mirov nikare bi felekê re kapan bavêje. Bi lingên hespên xwe ji mirinê xilas bûn. Ji aliyê pîvanên rêzimanî ve zimanê pirtûkê Her wekî berê jî hate gotin di nava pirtûkê de digel çend xalên balkêß ên rêzimanî gelek çewtiyên rêzimanî jî balê dikißînin. Di pirtûkê de mînakek heye ku ji hêla rêzimanî ve gelekî balkêß e, heke tê de çewtiyeke rastnivîsî nîn be hêjayî nirxandinê ye. Li cihekî "ßivîn jê pirsî" hatiye gotin. Her wekî tê zanîn peyv ßivan e, li vê derê tewiyaye. Tê zanîn ku navdêrên nêr bi du awayan ditewe, li hin herêman qertafa /-î/ tê dawiya peyvê, (heke wisa bûya diviya ev hevok wiha bûya 'ßivanî jê pirsî', lê ne wisa ye) li hin herêma jî peyvên ku tê dengdêrên /a/ û /e/ hene yek ji wan tîpan dibe /ê/. Li gorî vê rêpîvanê jî diviya hevok wiha bûya 'ßivên jê pirsî', lê li vê derê tißtekî din pêk hatiye, dengdêra /a/ bûye /î/ . Mirov dikare bibêje ku qertafa tewangê /î/ cihê dengdêra /a/ girtiye. Di hin devokên Dêrsimê de jî em rastî heman rêpîvanê hatibûn, ev mînaka ji devoka Serhedê jî vê dîtinê diçespîne. Xaleke din ku li ser zimanê herêma ku destan jê hatiye berhevkirin agahiyê dide çend rêzên li xwarê ne: "Xecê ca tu were vê derê! Ji min re bîne tasa di avê! wez im.... Qedegêtranê salê wez im... Xecê rica dike ji Hesenê pismamê wê Dibê tu bidî xatirê di Xudê Ca bihêle ez herim ser Qedê... Di nava van rêzan de /di/yek balê dikißîne ser xwe. Ew daçek naßibe /di/yên din, lewre ne qertafa dema niha ye, ne jî pêßdaçeka ku cih nîßan dide ye. Ew /di/ ketiye navbera veqetandek û navdêrê. Wekî "xatirê di Xudê" û "tasa di avê", ev daçek xweditiyê diyartir dike. Hinekî dißibe /the/ya îngilizî, lê peywira wê jê cudatir e, lewre di dema îzafeyê de derdikeve holê. Ew di hin devokan de bi dawiya veqetandeka pirjimarî ya binavkirî /ên/ ve dibe wekî "zarokêd min" an jî "zarokêt min"; di hin devokên kirmanckî de tê ber cînavkên kesane û ew cînavkên "ey, aye, înan" dibin dey, daye û dînan. Çewtiyên rêzimanî Di nava destana Siyabend û Xecê de çewtiyeke rêzimanî ku bi rêk û pêkî hatiye dubarekirin tevliheviya pirjimariya bi alîkariya lêkerê ye. Di nivîsê de pirjimariya lêkerê her tim li gorî kirde hatiye pîvandin. Wate, li her cihê ku kirde pirjimar bûye, lêker jî wekî pirjimar hatiye kißandin. Lê wekî tê zanîn di kurmancî de lêker her tim li gorî navdêr û cînavkên xwerû tê kißandin. Lewre jî dema di hevokê de kirde tewiyabe, lêker li gorî bireser tê kißandin. Li ser van mînakan ravekirina mijarê dê mijarê sayîtir bike. Di mînakan de awayê di pirtûkê d e bold ê rast jî îtalîk hatiye nivîsandin. Ap û amojnê mîna dijminan rika xwe kutabûnê Di vê hevokê de kirde "ap û amojin" in û bireser jî rik, ji ber ku rik nayê jimartin divê mirov wê wekî yekjimar bihesibîne. Lê derê pirjimariya di lêkerê de divê pirjimariya "rik"ê nîßan bide, ne pirjimariya kirde. Ap û amojnê mîna dijminan rika xwe kutabûyê. Jinên cînaran digirtin kerîk nan didanê Jinên cînaran digirt, kerîk nan didayê Wan (pirjimar) ew (yekjimar) didayê (yekjimar) ku digotin felekê Siyabend kiriye vî halê hanê Ku jinên gundî digot: "Felekê Siyabend kiriye vî halê hanê." Wan digot wê ew kiriye vî halê hanê. Ap û amojnê Siyabend dane nav hev û bi ço û daran va ew kutan. Ap û amojnê Siyabend daye nav hev û bi ço û daran ve ew kutaye. Wan ew daye nav hev û bi ço û daran ew kutaye. Kevirên girûz jê re berpar bû Kevirên girûz jê re berpar bûn Ew ji wî re berpar bûn Di vê mînakê de tevî ku kirde pirjimar e jî, lêker yekjimar e. Yeqîn yan gur û hurçan wî xwarin ya jî ßêr pilingan wî perçekirin. Yeqîn yan gur û hurçan ew xwar ya jî ßêr û pilingan ew perçe kir. Di vê mînakê de du xeletî bi hev re hatine kirin. Li aliyekî di cihê cînavka xwerû de ya tewandî hatiye bikaranîn, li aliyê din jî lêker li gorî kirde hatine kißandin. Wana zulmek bêhed û bêheseb li min kirin. Wan zulmeke bêhed û bêheseb li min kir. Wan ew li min kir ango li vê derê ji ber ku zilm yekjimar e divê lêker jî yekjimar be. Birayên wê silav li mêvanan kirin Birayên wê silav li mêvanan kir. Li vê derê divê lêker li gorî bireser (silav) bê kißandin. Silav jî ji ber ku nayê jimartin, yekjimar tê hesibandin. [AW77D1] Du stratejî Li Girava îmraliyê du stratejî ketine pêxêra hev. Yeke milîtarîst û yeke aßtîxwaz. Li aliyekî desthilatdarên dewletê û li aliyê din serok û berdevkê tevgera rizgarîxwaz. Mehkemeyek li dar e; yekalî û nerewa, bêwijdan û bêhewedarî. Sûcdar raser in, bi zimanê hêz û serdestiyê qise dikin, ha ew ha gurê di çîroka Lefontain de, di nav wan de tu ferq tuneye. Xwedîcube biqîrin: "Îdam! Mirin! Kußtin!" Yek netewe! Yek ziman! Yek Al! Xweziya min bi dilê wî kesî ku tirk e!" Xezeb ji wan dibare, kef bi devê wan ketiye, çav di nava serê wan de bûne pizot, firnikê pozên wan hiltên û datên û ji bo dermanan be jî ji devê wan ji bo Xwedê tu bêjî gotineke xweß jî dernakeve. Delêlî û ßûrkêßên ßer nav di hev de didin, hevdu sor dikin, kirine qîr û qiyamet û wan tepetoz rakiriye: "Wernê! Va ye yê ku em lê digeriyan, bermedin, dilê xwe lê rihet bikin, bêhna xwe lê berdin!" "Ya star! neûzûbîlah!" digot pêßiyên me ji bo kesên wiha. Giß rik û kîn e, tev bûne hêrs, nehißîne, ji ser xwe çûyî ne, gotina pêßîn û paßîn dibên xwîn, serjêk dibêjin, tißtekî din nayê bîra wan, nizanin, devê wan nagere bêjin. Ev stratejiya serdestên tirk, hiqûqnas, siyasetmedar, xwedîqelem û medyaya wan. Ev pazdeh sal in ßer didome, 30-40 hezar mirov hatine kußtin, welat bûye dojeh, ked û xwêdana milyonan ji hevdu xeniqandin û hevdu girandineke dualî re dibe erd û ji wan re ne derd e, ne xem e. Ew li ber kesî nakevin, hißê wan bi tenê li ser meqam, bêrik û malbatên wan e. Zarokên xwe dûrî ßer digirin, çendî karin li cihên ewle bi cih dikin û komelanê zehmetkêß ji bo berjewendiyên xwe dikin sûr û keleh, dehf didin nav êgir, dikin mertal û gorî. Stratejî ewqasî bêyom, dilkevir, bêbav û xwedênenas e. Giram û derhemek berpirsiyarî, liberketina mirovan, dilteniktî û dilweßawatî nemaye tê de, ji her xisletekî ku mirovan dike mirov hatiye guhaßtin, hatiye dawerivandin. Serketina wê stratejiyê ji hejmarek patron û bazirganên xwînê pê ve ne li xêra tu kesî ye. Em bêne ser stratejiya duyem. Ew jî ya Apo ye, ya gelê kurd e, ya wan dê û bavan e ku li dijî ßer in, ya her kesî, her kategorî, çand, xet û rêbazê ye ku hez ji kußtin û mirinê nakin, evîndarê azadiyêne û li aliyê jiyanê ye. Ev stratejî xêrxwaz û qencîxwaz e, dê bibe destpêka qonaxeke nû, bihevrebûn û dewlemendiyeke heralî. Ger bi ser bikeve ev stratejî berî her tißtî dê ev xwîna ew qas sal in dirije bisekine, pere û kapasiteya ku bûye ava aßê xerabkirin û wêrankirinê dê têkeve xizmeta avakirinê. Ev jî dê bi xwe re birayetî , toleransê, demokrasiyê xurt bike; dê çareserkirine pirsgirêkên civakî, neteweyî, çandî û hwd. hêsantir bike. Ji bo stratejiyeke wiha jî mirov çendî fedakariyê bike mezinahî ye, bîrbirin û pêßbînî ye. Tißtê ku di dadgeha Îmraliyê de Serok dike, ji aliyê hin kesan ve bi xeletî tê ßîrovekirin, hê nehatiye fêmkirin jî ev yek e. Nûkirin û qewînkirina stratejiyan, sererastkirin û biserûberkirina wan, karê stratejîstan e. Serok stratejiyeke serketî û dûrbîn e. Jiyana wî ya heta niha ev ispat kiriye, dost jî dijmin jî vê dizanin. Tißtê serok ji kurdan re kiriye ne hindik e, têra sedsal û qirnan heye. Ew bûye xezîne, qubletname, exlaq, çand û kaniya ku qet naçike, namiçiqe. Bila kes neheqiyan neke, ne wextê neheqiyan e. [AW77D2] Dijminên bîrdoza me û Öcalan Serokê Gißtî yê PKK'ê û Serokê Rûmetê yê KNK'ê Abdullah Öcalan pißtî ku Doza Sedsalê taloqî 23'yê pûßperê bû, bi riya parêzerên xwe peyaman ji gelê kurd û tirk re dißîne. Ew peyam bi piranî di çapemeniya kurd de cih digirin. Çapemeniya tirk, hinek weßan û ajansên navneteweyî jî hin caran van peyaman berevajî dikin û diweßînin. Kesên ku peyamên Öcalan ên li dadgehê bi awayekî erênî jî dinirxînin, yên ku bi awayekî neyinî jî dinirxînin, didin zanîn ku Öcalan gelek kes ßaßwaz hißtine. Tê gotin ku civaka tirk bi destkariya serdest û çapemeniya tirk di serê xwe de di kesayetiya Öcalan de cinawirek nîgar kiribû, lê li pêßberî xwe mirovekî biliyan û dilovan dît. Li hemberî vê yekê gelekî ßaßwaz ma û êdî nizane gira xwe çawa bide der. Li aliyê din hinek çepgirên tirk û kurd jî hêvî dikir ku Öcalan parastineke tûj bike û her tißtî li nava guhê hev bixe. Lê ev yek jî pêk nehat, lewre ew jî ßaßwaz man. Heta gelek nûçegihanên çapemeniya cîhanê jî ji ber heman îmaja nîgarkirî ßaßwaz man. Niha Öcalan di peyamên xwe de dixwaze raya gißtî ya kurd û tirk li ser armanca xwe baß agahdar bike. Lê mixabin dîsa leqayî helwesta neyinî ya çapemeniya tirk tê. Lewre jî peyamên wî têne berevajîkirin. Ev yek jî careke din nîßan dide ku helwesta çapemeniya tirk helwesteke polîtîk e û ne ji ber nezaniyê ye. Belkî heman tißt ji bo çapemeniya welatên ku di nava komployê de cih girtine jî derbas dibe. Yanî, mirov dikare bibêje ku di vî warî de jî hêzên dagirker û împeryalîst lihevkirî ne. Heta niha wêneyê 'cinawir'ekî dihat nîgarkirin, niha jî wêneyê 'tirsonek'ekî tê nîgarkirin. Armanc ji hev xistin û parçekirina yekîtiya gelê kurd e. Gotineke pêßiyên kurdan heye, dibêjin: "Dijminê koka me ne", mirov dikare vê gotinê wiha li vê rewßê bîne: "Ew dijminê bîrdoza me ne." Li hemberî vê helwesta polîtîk, divê mirov jî bi awayekî polîtîk tevbigere. Divê armanca me ew be ku em hêviya împeryalîst û dagirkeran di qirika wan de bihêlin. Digel vê yekê divê em gelên bindest û dostên xwe jî hißyar bikin. Ji mêj ve em dibêjin ku împeryalîst dixwazin di kesayetiya Öcalan de hêvî û daxwazên gelan ji holê rakin, lê mixabin hê jî hinek dostên me vê yekê fêm nakin. Çîrok û çîrçîrokên xwe yên klasîk dibêjin, ev helwest jî me li ser rengê dostaniya wan dide fikirandin. Li aliyê din kurdên me yên ku çengek xwêya wan di vê xwarinê de nîn e jî dîsa bi karê xwe yê her car radibin û dixwazin çend keviran bavêjin nava avê, ku hinekî ßêlo bibe da ku karibin ji xwe re çend masiyên xeßîm bigirin. Peyamên Öcalan ên dawîn ji bo dostên jidil û gelên bindest in, lewre jî divê teqez bên xwendin. [AW77D3] Mîtolojî Di zimanê grekî yê kevn de sê wateyên gotin an jî peyvê hebûnê. Yek jê mytos, yek epos a din jî logos bûye. Mytos gotina ku hatiye gotin an jî bihîstin e. Di wateya ßorê, çirçîrokê, çîrok û efsaneyê de hatiye bikaranîn. Bawerî bi mytosê nayê. Lewre dema ku mirov tißtê ku hatiye serê wan vedibêjin, hinekî mezin dikin. Ango hinek derewan bi ser ve dikin û dixemilînin. Efsaneyên hemû gelan hene, lê bêtir grekan qedrê wan zanibûyê û hezaran sal berê nivîsîne. Ji ber ku hatine nivîsandin nemir bûne û hemû kelepora grekan ji van mîtan ango efsaneyan sûd wegirtiye. Mixabin di vê babetê de jî em kurd di sinifa xwe de mane. Her çiqas em zêde pesnê xwe bidin û em bibêjin kurd wiha wiha zengîn in, ji aliyê mîtolojiyê ve, lê mixabin heta niha ez pir kêm rastî mîtên kurdan hatim. Dibe ku beriya hezar salan an jî sed salan em ji aliyê wan ve zengîn bin lê ku îro di destên me de nebin û em ji wan sûdê wernegirin, ma çi tama wan heye. Mît bi piranî di heqê afirandinê de ne. Li nik me yên ku ez bi wan dizanim, yên di heqê afirandina leglegê, pepûkê, rivêz û hwd. ne. Di heqê afirandina kurdan de jî çend mît hene. Yek ji wan heçku ji bo rewßa me ya niha hatiye vegotin. Dibêjin Adem û Hewa li hev rûnißtine û ketine qirika hev. Adem dibêje zarok heqê min in. Hewa dibêje na keda mezin a min e, di afirandinê de para mezin a min e. Dibêjin; nexwe ka bila her yek ji me ava xwe têxe qutiyekê, emê pißtî neh mehan vekin. Wê demê dê bête zanîn ka di çêkirina zarokan de rol a kê ye. Wisa dikin. Neh mehên wan diqedin. Pêßî qutiya Hewa vedikin. Lê dinêrin ku bêhneke sosret pê ketiye. Qutiyê diavêjin Çemê Dîcle. Ji bo ku qutî here Okyanûsa Hindê. Wê demê Korfeza Basrayê tune bûye. Qutî digihêje wî cihê ku niha Korfeza Basrayê ye; li wir diteqe, dibêjin ji wê teqînê, Korfeza Basrayê hatiye afirandin. Qutiya Adem vedikin, lê dinêrin ku kurek û keçeke pir bedew çêbûne. Li gorî mîtolojiyê, kurd ji wan zarokên Adem in. Cîhana ku mayiye jî ji zarokên Hewa çêbûne. Yanî kurd ji neslê Adem in. Lê ne ji neslê Hewa ne. Pißtî ku ev zarok mezin dibin û ew jî dibine xwedî zarok, Adem wan li hev dicivîne û dibêje, lawo xwe ji zarokên Hewa biparêzin. Zuriyeta Hewa dê ya nemayî bîne serê we. Xelasiya we ji destê zarokên Hewayê nîne. Ji ber vê yekê xwe bispêrine çiyayên welatê xwe. Tê gotin ku ji wê rojê ve kurdan çiya ji xwe re kirin war û wargeh. Îro jî hinek caran, li civata ku jaritî û bêxwedîtiya kurdan tê rojevê, hinek mirov dibêjin, "Heyran hêviyê ji zaroyên Hewa nekin. Xêra wan ji me re nîne. Ji xwe hêza me zaroyên Adem jî evqas e". Hinek jî dibêjin ji ber wê ßîreta Adem e ku bav û kalên me gotine, "Dema ku tu ketî tengasiyê, yan xwe li mêrekî çê, yan xwe li çiyayekî asê bigire." Helbet mît nikarin ji rewßa kurdan a îroyîn re bibine rêber. Em nikarin mîna tirkan bibêjin, "Ji tirkan pê ve tu dostên tirkan nîn in." Bêyî civaka pêßverû ya cîhanê û hêzên pêßverû yên Tirkiyê serkeftin û bi destxistina mafekî ji bo me zehmet e. Lê herî baß hatiye fêmkirin ku heta piraniya kurdan, tevî kurdên xwedî kêmasî jî hêza xwe nekin yek, emê li ber destên nekes û netißtekan bin.... [AW78A1] Serokê Gißtî yê PKK'ê Öcalan: 'Çareserî dê pêßerojê bide qezenckirin' Serokê Gißtî yê PKK'ê Abdullah Öcalan, di parastina xwe ya dawîn de, dîsa doza rawestandina ßer kir û da zanîn ku çaresernekirina Kêßeya Kurd, wê Tirkiyeyê hem ji aliyê aborî hem jî ji aliyê siyasî ve tengav bike. Öcalan diyar kir ku ger aßtiyeke demokratîk pêk were, dê pêßerojê bide qezenc kirin; an na wê ßer dijwartir bibe. Di danißîna heftemîn ya Doza Sedsalê de Serokê Rûmetî yê KNK'ê û Serokê Gißtî yê PKK'ê Abdullah Öcalan ragihand ku ger ev ßer çewt bê nirxandin û wekî terora ßexsî bê binavkirin, wê encamên çewt bêne standin û wê alozî dijwartir bike. Öcalan, di parastina xwe de Qanûna Bingehîn ya Komara Tirk rexne dike û wiha dibêje: "Li Tirkiyeyê nerazîbûna civakî ya salên 1970'yî, bi derbeyên 12'ê adara 1971'ê û 12'yê rezbera 1980'yî eßkere bû. Pißtî Qanûna Bingehîn ya 27'ê gulanê, ku bi mudaxeleya leßkerî re hatibû, di sala 1982'yan de bi guherandina Qanûna Bingehîn ya antî-demokratîk hemû partiyên siyasî (çepgir, rastgir û muxalefet) neqanûnî hatin hesibandin û peyre jî hatin darizandin." Li aliyê din Öcalan, da zanîn ku PKK jî di wê demê de derketiye holê û bi giranî tevgera xwe li gorî rastiya civaka kurd, bi propaganda, lêkolîn û lêgerînê saz kiriye. Wî, diyar kir ku avabûna PKK'ê neqanûnî ye, lê meßrû ye. Serokê PKK'ê parastina xwe wiha didomîne:"Bi taybetî qedexeya li ser ziman, ku bi qanûna sala 1982'yan pêk hat, li hemberî pergala zordar, digel neqanûnîbûyîna serhildanê, divê meßrûbûna wê li ber çavan bê girtin. Paßverûtî, jixweßermkirin û tirsa li ser gelê kurd, divê baß bê dîtin. Karekterê anarßîk yê pêvajoyê û di rewßeke ku mercên têkoßîna qanûnî tunebûn de, pêk hatina serhildaneke bi vî awayî divê kesî ßaßwaz neke. PKK'ê jî xwestiye vê yekê bîne ser xeteke stratejîk û îdeolojîk." Serokê PKK'e Öcalan di xweparastina xwe de, îdîanameya ku der barê wî de hatibû amadekirin û nirxandina çapemeniyê û her wiha ya dewletê bi ßêweyekî tund rexne dike û wiha dibêje: "Dibêjin 'kujerê 30 hezar kesî, kujerê zarokan'. Ev nêzîktedayîn, nêzîktedayineke bêînsaf, bêedalet û ji rastiyê dûr e. Ez vê yekê napejrînim. Red dikim. A rastîn, bi awayekî rewa û meßrû, ji bo jiyaneke baß, ku têr fedekarî ye, her wiha têkoßîna me bo komar û civakeke hîn demokratir e. Di vî ßerî de dema ku berpirsiyariya herdu aliyan bê dîtin, wê encameke dadyane were hilgirtin. Ez yek ji berpirsên sereke me, lê ne takene berpirs im. Di vê serhildana civakî, ya ku berî niha bi dehan caran mafên wê yê çandî û siyasî hatine pejirandin, lê tu carî pêk nehatiye, ji saziya herî payeberz ya dewletê bigirin heta kesayetiyên nezan û bêwîjdan jî berpirs in. Divê ev yek bê dîtin û her kes berpirsiyariya xwe bi cih bîne. PKK wê bikaribe ßer bidomîne Öcalan wekî din balê dikßîne ser hêza PKK'ê û dibêje, PKK'ê li çar aliyê cîhanê xwe birêxistin kiriye, lewre wê bikaribe ligel Artêßa Tirk ßer bike. Öcalan di vî warî de jî wiha got: "Wê ßer bidome. Ji her aliyî ve PKK wê bikaribe ßerekî di asta navîn de bidomîne. PKK'ê xwe li hemû dinyayê birêkxistin kiriye. Tecrûbe, pißtgiriya lojîstîk, mewziyên ku hatine bidestxistin, derfetên peydakirina pêwîstiyên aborî û ßervanan, dema bi erdnîgariyeke guncaw ve bê yekirin, PKK dikare vî ßerî bi salan bidomîne. Di qada navneteweyî de li hemberî Tirkiyeyê îtîfaqên dewletan, dê zêdetir bibin. Domandina ßer, ji aliyê aborî, siyasî û civakî ve wê Tirkiyeyê tengavtir bike. Di warê çandî û perwerdehiyê de, dê paßketin pêk were. Her wiha li hemberî demokratîkbûna Tirkiyeyê, ßer dê bibe astenga herî mezin." Çareseriya demokratîk tê çi wateyê? Serokê PKK'ê di parastina xwe de li ser rola PKK'ê ya bo aßtiyê û destketinên ku wê bi aßtiyê peyda bin jî, radiweste û berdewam dike: " Derfetên PKK'ê yên leßkerî, hem li hundir hem jî li derve, wê bo çareseriyê bikevin xizmeta Tirkiyeyê. Tirkiye dê karibe xwe baßtir biparêze. Kurd, ku bi komareke demokratîk re bibin yek, wê ji aliyê leßkerî ve jî, berevajî hêza dijber, wê bibin çavkaniya hêza stratejîk. Ev yek jî, dê pêßeroja Tirkiyeyê ji alozî û xetereyê rizgar bike. Bi pergala demokratîk, Tirkiye dê xwe ji tengasiyê rizgar bike; wê lêçûnên aborî û manewî bide rawestandin; di warê pêßketina aborî de, gavên mezin dê bêne avêtin. Bi vê yekê, wê civaka feodal ji hev bipeliße; çareseriya Kêßeya Kurd dê ji aliyê siyasî ve korebînî û tengbîniyê ji holê rake. Bi awayekî gißtî, di demokratîkbûna avahiya siyasî de, dê rola mifteyê hilgire. Siyaset wê nebe navgîna rantê, dê bibe saziyeke afirîner û birûmet; dê problema bi Yekîtiya Ewrûpayê re çareser bibe. Bi taybetî dostaniya kurdan a herêmê, wê pißtgiriyeke mezin bide hêza herêmî. Rista kurdan a li Rojhilata Navîn, wê bibe bingeha mafdarî û hêzbûnê. Alozî û tengasî, wê bi xwe re têkçûnên mezin bîne, lê çareserî wê bibe sedema qezencên mezin. " Pêvajoya Imraliyê dikare bibe destpêkeke dîrokî Öcalan, di beßa dawîn a parêznameya xwe de, bi kurtasî, li ser çareseriyê wiha dibêje: "Ez bawer im, ev ßer û dawiya vê serhildanê, wê pêßeroja pergala demoratîk a civakî dabîn (garantî) bike. Heta ku problemên civakî neyên çareserkirin, êß û jan dê bidomin. Sedemên girîng yên serhildanên civakî hene. Serhildana dawîn, a ku serkêßiya wê PKK dike, divê bi dawî bibe. Ev pêwîstiyek e. Ji vir û pê de ez dê li ser afirandina pêvajoya aßtî û biratiyê bisekinim. Ji bo çareseriyê gavavêtina PKK'ê ne tawîz e. Divê raya gißtî bê amadekirin. Gotinên Serokê Dadgeha Qanûna Bingehîn riya çareseriyeke demokratîk, ku mafên çandî jî di nav de cih digirin, nîßan dide. Ev yek, pêdiviya ßaristaniya demokratîk û hemdem e. Ger ez li gorî xala 125'an a Qanûna Bingehîn bême cezakirin jî ez dê li pêßberî dîrokê ji aliyê siyasî û exlaqî ve mafdar bêm dîtin." [AW78A2a] Ensarioglu: Êrîß roj bi roj zêdetir dibin Li gorî daxuyaniyeke Serokê Mazlum-Derê Yilmaz Ensarioglu ku roja 21'ê pûßperê hatiye belavkirin, 19'ê meha pûßperê, polîsan bi biryara DGM'ê, bi ser navenda gißtî ya MAZLUM-DER û ßaxên wê de girtiye. Di wê bi sergirtinê de gelek wêne û nivîs ji aliyê polîsan ve hatine desteserkirin. Ensarioglu di daxuyaniyê êrîßên li ser wan ßermezar kiriye û diyar kiriye ku dewletê êrîßê xwe yên li dijî saziyên sivîl dijwartir kirine. Wî, daye zanîn ku ew ji ser baweriya xwe peya nabin û ewê doza mafparêziyê bikin. Her wiha wî got, "Ger dozê li me bikin, em dê gelekî pê kêfxweß bibin; ji ber ku dê kêmasî û neqanûniya li ser mafparêzan bê dîtin." [AW78A2b] HADEP: Divê realîteya kurdan bê nasîn 21'ê meha pûßperê ji aliyê HADEP'ê ve der barê Doza Öcalan de, ji bo raya gißtî, daxuyaniyeke çapemeniyê hate ragihandin. Di daxuyaniya ku li ser navê Cîgirê Serokê Gißtî yê HADEP'ê A. Hidir Dogan hatiye ragihandin de, ji bo çareseriyê û girîngiya pêvajoyê 8 pêßniyaz hatine kirin. Di pêßniyarnameyê de tê gotin ku divê agirbesta 1'ê rezberê di bin berpirsiyariyekê de bê domandin. Her wiha digel îlankirina efûyê, divê êrîßên çekdarî jî bêne rawestandin. Li aliyê din di pêßniyaznameyê de tê xwestin ku PKK di nava sîstema demokratîk de, bo qanûnîbûyînê xwe amade bike. Wekî din tê xwestin ku digel efûyê, aßtiyeke civakî, biratî û hwd. di bin banê xeteke siyasî de pêk were. [AW78A2c] F.Gülen hêvî bi avê de birin Berî niha bi hefteyekê der barê Serokê Cemaeta Nurciyan Fettullah Gülen de kaseteke vîdeoyê hate weßandin. Bi weßandina kasetê re Tirkiye rabû ser piyan. Li gorî kaseta ku pêßîn ji aliyê ATV'ê ve hate weßandin, Gülen dixwaze milk û îdareya dewletê bixe bin kontrola xwe, bi vê yekê jî wê dewletê ji her aliyî ve bi endamên cemaeta xwe ve dagire û ßoreßeke îslamî pêk bîne. Di banda ku hate weßandin de tißtekî wisa derbas nabe. Lê di rapora ku ji aliyê artêßê ve hatiye amadekirin de Fettullah Gülen wekî xeternaktirîn mirov tê binavkirin. Li ser rewßa Gülen ne Serokomar Süleyman Demirel ne jî Serokwezîr B. Ecevit daxuyaniyeke serwextkar dan. Li gorî rapora artêßê di salê de 60 trîlyon hatina cemaeta Gülen heye. [AW78A3] Endamê Konseya Serokatiya PKK'ê Cemîl Bayik: Komployê bi Peymana Washingtonê dest pê kir Hûn rewßa Doza Sedsalê çawa dinirxînin. Ji bo îro ßûn de hûnê çi bibêjin? Îro li Imraliyê dozeke dîrokî pêk tê. Ev doz çiqas ji bo PKK'ê û gelê kurd pêwîst be; ji bo gelên Tirkiyeyê û gelên herêmê jî girîng e. Bêgûman encamên dozên mezin jî mezin in. Te divê bila ber bi çareseriyê ve here, an jî bila ber bi îdamê ve here dê encamên dozê derkevin holê. Heger mirovan baß bala xwe dabê, Serok Apo li gorî pêwîstî û hêjabûna dozê axaftin kirin. Hema bêje bang li herkes û her derdorê kir. Bi vê yekê guftûgoyek jî da destpêkirin. Ji ber vê yekê her kesî li gorî xwe derbarê çareseriya Doza Sedsalê de dest bi nîqaßan kir. Di beßa yekem a dadgehê de Serok Apo gelekî serkeftî bû. Hûn dibêjin Amerîka yek ji hêzên çareseriyê ye. Li gorî we hedefa Amerîkayê çi ye? Rewßa Amerîkayê hinekî cuda ye. Her çiqas ew xwediyê vê komployê be jî, ji serî heta binî di nav vê komployê de hebe jî, çareseriyeke Amerîkayê heye. Li gorî bingeha berjewendiyên wê di nav Pergala Cîhanê ya Nû de çareseriyeke wê heye. Dibe ku ev çareserî ne li gorî dilê me be, lê çareserî ye. Çareseriyeke Tirkiyeyê û Ewrûpayê tune ye. Ew di bêçareseriyê de israr dikin. Kesên ku çareseriyê bixwazin divê wisa tev negerin. Ji ber vê yekê jî heger sibê bêçareseriyek derkeve holê, berpirsên vê yekê kesên ji bo bêçareseriyê israr dikin bi xwe ne. Em dixwazin çareseriyeke teqez derkeve holê. Heger îstîkrar bê xwestin, divê bê zanîn ku îstîkrar girêdayî rewßa Kurdistanê ye. Îro sedema aloziya li Rojhilata Navîn, sedema neçareseriya pirsgirêka li Kurdistanê ye. Diyar e ku kesên bêçareseriyê ji xwe re bingeh digirin, dixwazin kana jiyanê biçikînin. Însiyatîfa Dayîkên Aßtiyê ku bi malbatên leßker û gerîlayan pêk tê pêß dikeve. Hûn vê yekê çawa ßîrove dikin? Ev bihevrebûn bi rastî jî watedar e. Li hemberî vê yekê em rêzdar in û gelek rûmet didinê. Hem dayikên gerîla hem jî dayikên leßker û ßehîdan divê bihevrebûna heyî xurtir bikin. Heger ji vê eniyê bersiv ji bo Serok Apo bê dayîn, teqez wê çareseriya vê yekê derkeve holê. Heger nexwazin hinekî din janê bikißînin, nexwazin dilê dayikên din jan bide, pêwîst e gavên pêßvetir bixwazin. Divê serî li her derî bidin. Divê bi hev re serî li serokomariyê, hikûmetê, parlementoyê, rêxistinên sivîl, partî û hêzên navneteweyî bidin. Heta ne bi tenê li Tirkiyeyê, bila zorê li me jî bikin. Bila bixwazin ku di zûtirîn katê de ev ßer bisekine. Em dê gavan bavêjin. Em dê daxwazên dayîkan pêk bînin. Jixwe Serok Apo ev yek bi awayekî zelal anî zimên. Di warê ji holê rakirina êßan de em pißtgiriya xwe bo her gava ku Serokê me diavêje îlan dikin. Bi hevrebûna her du gelan ku Serok Apo rave dike ev dayîk dikarin pêk bînin. Divê her kes rûmetê bide vê yekê. Di hevpeyvînên me yên ku me bi endamên Konseya Serokatiya PKK'ê re kiribûn de dihat gotin ku gelek kes tevlî nav refên ARGK'ê dibin. Asta beßdariyê îro çi ye? Rewßa vê gavê ya ARGK'ê hûn dikarin bînin zimên? Beßdarbûna nav refan bi awayekî gur didome. Di vê yekê de bêguman bandora komploya ku li dijî Serokatiyê pêk hat xwe baß dide der. Di tevahiya kesên ku beßdar dibin de ev nêzîktêdayîna hevpar derdikeve holê; berê zêde têkiliyên wan bi me re tuneye, heta ne derdorên dost in jî. Berê jî û îro jî ji derdorên ku têkilyên me bi wan re hebûn beßdarî pêk dihat. Lê beßdarî îro, ji kesên ku têkiliyên wan bi me re tune ye pêk tê. Ev pêßveçûneke gelekî girîng e. Ev pêßveçûn vê yekê jî diyar dike; komploya navneteweyî ku pê hat, di her mirovê kurd de bûye sedema raperîna hestên neteweyî. Heqaretên li dijî Seroktiya Neteweyî qebûl nekiriye. Ev însan wiha dibêjin: "Me berê PKK bihîstibû lê baß nas nekiribû. Lê çi çaxa ku Serokatiya Neteweyî, di warê navneteweyî de bi komployê rû bi rû ma; heta çi çaxa ku wêneyên wî yên ku hatin weßandin me dîtin, em ji binî ve hejiyan. Ji ber vê yekê tevlîbûna nav refan me ji xwe re guncaw dît." Ev hem li nav welêt hem jî li derveyî welêt wisa ye. Hema bêje li her deverê tevlîbûn pêk tê. Ne bi tenê ji kurdan ji gelên din jî tevlîbûna nav refan pêk tê. Ev serokatî ne bi tenê Serokatiya Neteweyî ye; her wiha serokatiya her kesê ku azadiyê dixwaze, pêst û kotekiyê dibîne, ye. Bêguman bi van tevlîbûnan ARGK ji her alî ve mezin dibe. Dibe ku hin kesên din hesabên din kiribin: Heger Serok Apo dîl bê girtin û bê tevger bimîne dê pêßveçûna nav PKK'ê bisekine, heta wê ji hev belavbûn dest pê bike. Di nirxandineke wiha de ne bêmaf bûn jî. Lewre dîroka kurdan bi mînakên wiha dagirtî ye. Bi tasfiyekirina her serokatiyê, tevgera gel hatiye tasfiyekirin. Dîsa dema serokatiyê bang li raya gißtî dikir, digot: "Vê têkoßînê bi giranî ez dimeßînim." Diyar e ku hinek ders vê gotinê derxistine. Lewre wan digot ger serokatî bê girtin ev tevger wê belav bibe. Ez bawer im wan zû dît ku ev yek pêk nayê. Heta wan ev yek îtîraf jî kir û lewma wan wisa got: "Me tißtên din hêvî dikirin, lê pêk nehatin." Bi dîlgirtina serokatiyê PKK tu car ji hev bela nabe. Birêz Bayik, di pêvajoya îro de hêviyên we ji Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) çi ne. KNK dê rola xwe bilîze gelo? Derketina KNK'ê nû ye. Di dîroka me de cara yekemîn e ku yekîtiyeke bi vî rengî derdikeve holê. Gelek watedar e. Lê xwe hê baß nexistiye nav pratîkê. Nû ye, bêtecrûbe ye. Lê, li hêla din bi zehmetî û astegiyan re rû bi rû ye. Bêguman divê KNK doza li Imraliyê bixe rojeva xwe. Mijara tekane ya rojeva wê divê ew be. Divê pißtgiriya xwe ji bo pêßniyazên çareseriyê ku Serok Apo bi lêv kiriye, diyar bikin. Divê vê yekê ragihînin raya gißtê ya navneteweyî. Di çareseriya pirsgirêkê de ev girîng e. KNK pêwîst e di vê çerçoveyê de raya gißtî ya navneteweyî bixe nava tevgerê. Derbarê hevdîtinên PDK, YNK û DYA'yê ku li Waßingtonê pêk hatin de hûn dikarin çi bibêjin? Ev civîn ji hêla Amerîkayê ve hatiye organîzekirin. Amerîka dixwaze bêaqubatiya nav kurdan û bêaqubetiya herêmê ji holê rake û pergala xwe li herêmê bide rûnißtandin. Bi Kosovayê re eleqedar dibû, hema bêje pirsgirêka Kosovayê çareser bû. Ji ber vê yekê bala xwe daye Rojhilata Navîn. Jixwe ji zû de dixwaze li Iraqê çareseriyekê pêk bîne. Dema bixwaze pirsgirêka Iraqê çareser bike, pêwîst e ku pirsgirêke kurd jî çareser bike. Di qada kurdan de pirsgirêkên bingehîn hene. Bêyî ku pirsgirêka Iraqê çareser bike, Amerîka nikare li herêmê pergala ku dixwaze bide rûnißtandin. Lewre jî pißtî çareseriya li Kosovayê Bill Clinton bangî Bülent Ecevit kir. Hem vexwendina Ecevit û hem jî vexwendina PDK'ê û YNK'ê ne rasthatinek e. Lewre di çareseriya pirsgirêka li Iraqê de ev hêz berbiçav in. Heman rewß me jî eleqedar dike. Balkêß e pißtî Peymana Washingtonê ku di 17'ê rezbera 1998'an de pêk hatibû, wan berê xwe dabû Serok Apo. Ev yek encama wê peymanê ye. Hevpeyvîn: SAVAß POLAT Têbinî: Ev hevpeyvîn, ji Rojnameya Özgür Politikayê hate wergirtin û li kurdî hate wergerandin. [AW78A4] Nebahat Altiok li ser rewßenbîrên tirk û Kêßeya Kurd axivî: Rewßenbîr bi meseleyê baß zanin, lê dengê xwe nakin Dema me da ser riya mala Nebahat Altiok Komkujiya Sêwazê di bîra me de bû. Gava em nêzî ber deriyê malê bûn, li ser tabelayekê "Ji bo bîranîna Metin Altiok" hatibû nivîsîn. Dema çavên me bi vê nivîsê ketin, bi yekcarî em çûne wan rojan. Beriya ku em bi Nebahat Altiok re dest bi hevpeyvînê bikin, li ser taßtê, me pêßîn qala rewßa wê kir. Lê, wê gotina me birî û got, "Vê dawiyê rewßa Tirkiyeyê aloz e, gelo ji vê yekê wê çi derkeve? Diyar bû, kêm be jî, hinekî tenêtiyê ew tengezar kiribû; li malê, mase û pirtûkxane kirine hevalên xwe yên sohbetê. Li gelek dîwarên malê wêneyê wê û Metin Altiok hatine daleqandin. Bi taybetî pirtûkxaneya wê zor dewlemend e. Dema me dest bi hevpeyvînê kir, gelekî jixwebawer diaxivî, lê dîsa jî gotinên xwe hinekî dipîvan. Ji ber ku der barê wê de du- sê doz hatine vekirin. Hevpeyivîna me li ser rewßenbîrên tirk, kurdan, polîtikayên dewletê û Komkujiya Sêwazê germ bû. Dîtinên wê yên li ser rewßenbîrên tirk hêjayî nirxandinê ne. Berê herkesî bêtirs peyva Kurdistanê bi kar dianî Altiok, di serî de, bi ßêweyekî dûvedirêj, qala rewßenbîrên tirk û helwesta wan a li ser Doza Kurdan kir. Wê got, berê helbestvanan bêtirs peyva Kurdistan bikar aniye; ango kêm be jî, mîsyoneke siyasî li helbestan hatiye barkirin. Bi taybetî jî helbestvanên tirk ên ku di salên 1960 û 70'yî de çûne Kurdistanê û li wê derê xebitîne, ji herêmê gelekî bandor wergirtiye û li ser jiyana kurdan, bi taybetî jî, li ser rê û çiyayê kurdan gelek helbest nivîsîne. Altiokê wekî mînak, ev rêzikên helbesta Turgut Uyar xwend: " Dera te kelem hil kiriye, ger tu bêjî qey bihar e/ Li kurdistanê, li ser riya Mûß û Tatwanê wê xwîn jê biherike." Lê peyre got, "Îro, ew helbestvan, her yek li saziyeke dewletê, ji bo berjewendiyên xwe yên ßexsî kar dikin. Ji ber vê yekê, ew ji tirsa nikarin helbêstên xwe yên ku di salên 60 û 70'yî de nivisîne, îro bidin çapkirin. A rastir naxwazin ku berê dewletê bidin xwe." Altiokê, helwesta rewßenbîrên ku li hemberî ßerê Wîetnam û Filîstinê helwesteke erênî nîßan daye, lê li hemberî Doza Kurdan bêdeng mane, bi bîr xist û ev rêzikên Ataol Berhamoglu pêßkêß kirin: 'Keçikek bêdeng dimire, dimire li Wîetnamê'. Li ser pirsa me ya bi rengê "Çima wisa ye?" Altiokê wiha got: "Di 75 saliya K.T de hebûna gelekî tenê tê pejirandin. Pejirandina hebûna gelên din, di muzîkê de wê pirdengiyekê pêk bîne. Wekî tê îdîakirin yekreng nîn e. Lewma rewßenbîrên tirk hîn di vê yekê negihîßtine. Komarê gelekî tesîr li wan kiriye." Bi baweriya Altiokê, rewßenbîrên tirk wisa didine xuyakirin ku, ew li serpêhatiya Komarê vedigerin û rexneyan lê dikin, lê belê di rastiya xwe de ne bi vî rengî ye. Wê got, ew ne jidil in û helwesta wan a bo Komkujiya Sêwazê bi bîr xist: "Kesî sedema pêkhatina bûyerê pirs nekir. Bi sedan polîs, li cihê ku bûyer lê pêk hat, hebûn. Rewßenbîran li bersiva pirsa bingehîn nekoland. Wan xwe ji nasnameya xwe ya muxalîf dûr xist. Siyaset û huner, her wiha rewßenbîrî, bêmuxalefet nabe. Her çi dibe bila bibe, pêwîst e nasnameya muxalîf bê parastin." Welat cenazeyan hilnagire, lê çîrok û helbesta vê nayê nivisîn Nebahat Altiok sersariya nivîskar û helbestvanên tirk a li ser ßerê 15 salan jî balkêß û sosret dibîne. Wê da zanîn ku di têkoßîna kurdan de ji salên 1980'yî vir de problemên zor cidî rû dane û pêvajoya ßerekî dijwar dest pê kiriye; vî welatî hew karibûye cenazeyan hilgire, lê ji aliyê rewßenbîran ve, ne helbest ne jî çîroka vî ßerî hatiye nivîsîn. Wê behsa serpêhatiya Koçero û helbesta Hasan Hüseyin a li ser wî kir û got rewßenbîrên tirk ji zû de ye bi Kêßeya Kurd baß dizanin. Peyre jî got: "Lê rewßenbîrên tirk, îro çavên xwe ji vê rastiyê re digirin. Rewßenbîrên wê demê ku rastiya kurdan dîtiye, îro xwe spartiye nijadperestî û ßovenîzmê. Ji bo rawestîna ßer, ku 15 sal in li dar e, divê dengê xwe bilind bikin. Divê ronakbîrên tirk bêjin, 'Bes e êdî! Bila mirov neyên kußtin." Ev xewna min e. Dizanim ku pêk nayê. Lê bila zarokên me bijîn. Gülten Akin bi navê 'Ji Çiyan re (Daglara)' pirtûkek nivîsandibû. Helbesta wê ya bi navê 'Bes e xwînê bisekinînin' awazeke gelekî kûr e. Divê bê fêmkirin." Li gorî dazanîna Altiok helwesta rewßenbîrên tirk a li hemberî rûdanên cîhanê jî heman sersariyê dihewîne. Wê got ku bo Wîetnamê helbest hatin nivîsîn, lê rewßa Kosova û Somalî bala tu kesî nakißîne. Wê da zanîn ku Herêma Balkanan tê hilweßandin, ji çepgir û sosyalîstan deng dernakeve. Her wiha bajarê dîrokî yê herî kevin Baxdat tê bombekirin; ango 'çîrokên hezar û yek ßevan' têne tunekirin, kes dengê xwa dernaxe. Altiok li ser vê bêdengiyê diyar kir ku dewlemendiya dîrokî ya cîhanê wekî dîl dixin bin lepên teknolojiyê. Apaçî dê wê jî bombe bikin! Der barê teknolojiyê de jî tißtekî balkêß bala Altiok kißandiye. Li ser firokên bi navê 'Apaçî', ku di ßerê Kosovayê de jî, ji aliyê Amerîkayê ve hatin bikaranîn, qala serpêhatiya Apaçiyan kir: "Di ßerê Kosovayê de pêßkêßkarên televîzyonan bi heyecaneke zor mezin digot, wê 'Frokeyên Apaçî' sirban bombe bikin. Apaçî, li Amerîkayê navê gelekî, ku ji holê hatiye rakirin e. We, ew gel ji holê rakiriye, lê hûn bi firokên wan serbilindiya xwe nîßan didin. Ew jî qewmek bû, lê hatin qirkirin. Çima dema ku ew pêßkêßkar qala firokeyên Apaçî dikin kêfa wan tê. Ew firoke sibe roj wê jî bombe bikin...!" Nebahat Altiok li ser asîmilasyonê, pest û kotekiya li ser civaka kurd jî dîtinên xwe anîn zimên û got ligel hemû xebat û hewlên dewletê kurdan dev ji kurdayetiyê bernedaye û dengê xwe gihandiye cîhanê. Wê, wiha qala têkoßerî û serpêhatiya kurdan kir: "Ji ber ku kurdan, berî niha bi 30-50 salî dest bi danîna saziyan nekiriye, îro ji nû ve saziyên xwe datînin. Rojnameyekê ava dikin, ji aliyê dewletê ve tê bombekirin. Ew dibêjin 'em kurd in', lê bîrdoza fermî dibêje 'hûn tirk in". Di raporên dewletê de tê diyarkirin ku 4 hezar gund hatine ßewitandin, li gel vê yekê kurd ji tu tißtî xwe nadin alî û têkoßîna xwe didin." Altiok, di vî warî de qala serpêhatiyên xwe yên dema mamostetiyê jî kir. Navê gundê ku Nebahat Altiokê lê mamostetî kiriye Simanî bûye. Lê dewletê navê gund kiriye Kakanî, lê dîsa jî ev bi salan e gundiyan dev ji navê Sîmanî bernedaye. Altiokê reaksiyona xwe ya li hemberî wê yekê wiha diyar kir: "Ev tê çi wateyê? Hema bila navê gund Simanî be. Hezar sal e ku wisa tê zanîn. Kurd ji ya xwe nayên xwarê. Tirkên wî gundî jî Simanî dibêjin. Di rastiyê de kurd zorê didine sazîbûnê. Ev ziman dewlemendiyek e, bihêlin bila bijî. Kesî dil nîn e, vî welatî parçe bike." Pêwîst e kurd derewan bikin! Altiok di vê navberê de li ser ronakbîrên kurd û xweîfadekirina bi zimanê kurdî jî nirxandinek kir. Bi baweriya wê, ronakbîrên kurd pißtî salên 1990'î bi pêß ketine û wan têkoßîna ziman û dîroka xwe daye. Altiok axaftina xwe wiha domand: "Ji ber ku girseyeke ku bi kurdî bikaribe bixwîne û binivîse tune ye, rewßenbîr tengezar dibin. Ji ber ku rewßenbîr jî nikare baßebaß bi zimanê xwe biaxive, bi zimanekî din pêwîstiya xweîfadekirinê dibîne." Wê behsa muzîka kurdî jî kir û got, "Kurd di warê muzîkê de gelekî serketî ne." Wê bal kißand ser derketina Ciwan Haco di çapemeniya Tirkiyeyê de û got: "Derketina Ciwan Haco serketinek e bo kurdan. Gelek kes hez ji muzîka Ciwan Haco dikin û bi dûvedirêjî li ser wî dinivîsin lê vê pirsê nakin: 'Gelo ew çima nikare li Tirkiyeyê konserekê bide?' " Li ser çanda nivîskî, me wekî mînak Yaßar Kemal û Mehmet Uzun dan berhev û jê pirs kir. Wê jî pirsa me wiha bersivand: "Yaßar Kemal ji nû ve dê çawa bikaribe binivîse. Ji bo ku bikaribe bi kurdî binivîse, divê mamosteyekî baß peyda bike. Lê ji ku derê? Cemal Sureya di helbesteke xwe de wiha dibêje:'Kurd mecbûr in derewîn, Arnawut jî rastgo bin.' Heman tirs deh caran zêdetir li ser Yaßar Kemal jî heye. Di salên 1970'yî de peyva Kurdistanê ne di nav neynûkê de dihate bikaranîn. Lê îro mirov nikare weßanxaneyekê peyda bike, da ku wan pirtûkan çap bike." Bi baweriya Nebahat Altiok, Cemal Süreya, Turgut Uyar, Ahmet Muhip Diranas, Süreya Berfede û Ferit Edgü li ser kurdan tißtên baß nivisîne, lê îro haya kesî ji wan nîn e. Altiok pirtûkên Mehmed Uzun jî xwendine û gelekî pêßketî dibîne. Wê da xuyakirin ku gelê kurd gelekî têrtijî ye, dema wê pirtûkên Mehmet Uzun xwendine, gotiye ev teqîna daxwaz û hêviyên gelekî ku gihandiye hev in. Dîsa bi baweriya wê ev xebat bingeha romana kurdî ya pêßerojê datîne. Wê got, her çend gelek tißtên bêqalîte hebin jî, lê hebûna pirtûkxaneyeke kurdî ji her tißtî jî girîngtir e. Gelê tirk ketiye taya erebeyekê! Ji reaksiyona Altiok ßowmenên televîzyonan jî para xwe standin. Wê diyar kir ku hinek ßowmen, di bernameyên televîzyonê de, zarî kurdan dikin. Altiok wiha dirêjahî da axaftina xwe: "Qaßo kurdan asîmîle dikin, wan xwestiye kurdan bißibînin xwe, lê bi ser neketine. Tu zarî xwe jî dikî. Li dinyayê mînak gelek in; ji Cezayîr-Fransayê bigirin heta Hîndistan-Îngilîstanê. Di pirtûkan de em dibînin ku hemû cezayîrî bi frensî dizanin, lê asîmilasyona te bi guherandina navê gund, diyar e, bi ser neketî ye." Altiokê, li ser pirseke me ya li ser nîqaßa guherîna di civakê de, bal kißand ser bernameyên televîzyonan û helwesta gel. Wê got, "Civak 24 saetan li ber televîzyonê ye, ji bo ku pêdiviyên xwe bi riyeke hêsan û erzan peyda bike, tevî bernameyên pêßbaziyan dibe." Altiok axaftina xwe wiha domand: "Tenê daxwazeke civakê ya bingehîn heye; ew jî xwedîtiya erebeyekê ye. Ev yek, psîkolojiya ßkestî ya civaka tirk dide der. Bi tenê ji aliyê dîtbarî ve civak diguhere. Zarok azad nayên perwerdekirin. Pißtî salên 1970'yî dersên felsefeyê ji dibistanan hatin rakirin. Felsefe hemû ßaxên zanyarî eleqedar dike. Lê, ew ji bernameya perwerdehiyê tê vederkirin. Nifßên nû jî bi ßêweyekî dogmatîk têne perwerdekirin." Kêfa kurdan gelekî ji Metin re dihat Ber bi dawiyê ve li ser pirsa me, wê behsa têkiliya Metin Altiok û kurdan kir. Wê got, Metin Altiok ji kurdan gelekî bandor wergirtiye. Metin û Nebahat Altiok salên xwe yên herî xweß û bextewar li Çewligê di nava kurdan de derbas kirine. Li gorî Altiok wan însanan li helbestan guhdarî kiriye û wan hevalê wê Metin Altiok wekî ßaîr bi nav kiriye. Wê da zanîn ku ger Metin Altiok nehatibûya sirgûnkirin, wê ew li Çewligê bi cih bibûna. Wekî dawîn Altiok der barê hevalê xwe û Komkujiya Sêwazê de hestên xwe wiha dane der: "Metin pênûsa xwe baß bikar dianî. Wî, 12 pirtûk nivisîn. Helbesta xwe ya li ser Çewligê dewlemlendtir kir. Di hevpeyvîneke ku kovara bi navê Sombahar pê re kiriye de, helbesta xwe ya li ser Çewligê, dike du parçe; beriya Çewligê û pißtî Çewligê. Ez ji bo bûyera wan nabêjim tevkujiya ronakbîran. Dibêjim "tevkujiya alewiyan." Wekî ya Maraßê ye. Yek ji wan 'hezar operasyonan' e. Li gorî me ev bûyer bi dawî nebûye. Dadgehê em serwext nekirine. Kesî pirsa sazûmankarên komkujiyê nekir. Dixwazin dozê bi dawî bikin, lê em destûrê nadin." Portre: Nebahat Altiok, di sala 1945'an de li navçeya Elezîzê Baskê ji dayik bûye. Ew ji mamostetiyê malnißîn (teqawît) e. Helbestvan Nebahat Altiok, hevjîna Metin Altiok e. Metin Altiok jî helbestvan bû. Wekî tê zanîn, ew di Komkujiya Sêwazê de hate qetilkirin. Doz hîna didome. Encameke li gorî dil û qanûnan nehatiye bidestxistin. Nebahat Altiokê (Çetin) ji bilî helbestvaniyê, li gelek cihên Tirkiye û Kurdistanê mamostetî jî kiriye. Li Çewlig (Bingol) ê 'silav' daye derbeya sala 1980'yî. Pißtî derbeyê, ew û hevalê xwe Metin Altiok ji Çewligê hatine sirgûnkirin. Du pirtûkên Nebahat Altiok ên bi navê Janên ßoreßê (Devrim Sancilari) û Pirs û Baneßan (Sorular Ünlemler) hene. Ew, bi eslê xwe kurd e. Bi giranî bi karê helbestvaniyê radibe. Di sala 1996'an de li Enqereyê di nav HADEP'ê de kar kiriye. Berî niha bi 6 salan hatiye Enqereyê. Niha jî ew li Enqereyê dijî. Ew, ji hemû tißtên li Tirkiyeyê diqewimin bandorê werdigire. Dilê wê jî ji binpêkirina mafên mirovan jan dide. Ew jî wekî her kesî pißtevaniya aßtiyê dike û dixwaze rojek berî rojekê aßtî berê pêlên xwe bide Tirkiyeyê. Helbestên xwe bi giranî li ser ernîgariya ku lê jiyaye dinivîsînê. Altiok niha jî li ser Çewligê pirtûkekê amade dike û her wiha nivîskara rojnameya Özgür Bakißê ye. [AW78A5] Li Tîmora Rojhilat kontra guh nadin peymanê Referandûma serxwebûnê hate taloqkirin Serokê Neteweyên Yekbûyî bo du hefteyan referandûma li Tîmora Rojhilat, ku diviyabû di 8'ê gelawêjê de pêk bihata, taloq kir. Li gorî agahiyên ku roja 23'yê pûßperê ajansên nûçeyan ragihandin, ji ber êrîßên tund ên hêzên çekdar, ên ku pißtevaniya yekîtiya bi Endonezyayê re dikin û hêzên Endonezyayê, NY'ê ev biryar girtiye. Sekreterê Gißtî NY'ê Kofî Annan da zanîn ku gelê serxwebûnxwaz, ji hêla hêzên dewleta Endonezyayê û hevalbendên wê ve têne kußtin, gef li wan tê xwarin û gelek gundî têne koçberkirin. Her çiqas Sekreterê Gißtî yê NY'yê dema biryara taloqkirinê ragihand mêjûyeke teqez neda be jî, qala roja 21 an jî 22'yê gelawêjê tê kirin. Annan di axaftina xwe de diyar kir ku wê referandûm teqez di nava meha gelawêjê de pêk were. Li hêla din, li gorî heman çavkaniyan rayedarên Endonezyayê naxwazin referandûm roja yekßemê pêk were, lewre ew ditirsin ku serokên dêrê dê di axaftinên xwe yên li dêran de propagandaya serxwebûnê bikin. Ev êrîß, digel astengkirina mafê gelê Tîmora Rojhilat, ewletiya canê peywirdarên NY'ê, ku diviyabû bihatana herêmê jî, dixe xetereyê. Li gorî peymanê divê 270 ji wan polîsên sivîl, 50 jî leßker, 900 peywirdarên NY'ê di dema referandûmê de li herêmê xebatê bikin. Annan da zanîn ku ewê di 13'ê tîrmehê de dest bi qeydkirina hilbijêran bikin. Her çiqas rayedarên Endonezyayê vê yekê nepejirînin jî, çavkaniyên cur bi cur diyar dikin ku êrîß ji hêla hêzên kontrayî ve li ser mirovên serxwebûnxwaz tê kirin. Li gorî raporeke nû ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, ji bo ku rê li ber serxwebûnê bigirin, hêzên kontrayî û hêzên Endonezyayê di nav çar hefteyan de 34 kes kußtin. Rapora navborî di 21'ê pûßperê de li Sydneya Nemsayê (Awusturalya) hatiye belavkirin. Raporê daye zanîn ku di navbera 5'ê gulanê û 10'ê pûßperê de digel kußtina 34 kesî 280 kes jî bi awayekî ketûber û keyfî hatine binçavkirin. Li gorî raporê bi hezaran mirov jî hatine koçberkirin. Di dawiya raporê de hatiye xwestin ku heta dawî li van êrîßan neyê, referandûm neyê lidarxistin. Li gorî peymana ku di navbera Endonezya û Portekîzê de hatibû girêdan, diviyabû di 8'ê gelawêjê de 400 hezar hilbijêrên tîmorî, ku nîvê ßeniyê herêmê ye, ji bo diyarkirina helwesta xwe ya li hemberî dewleta Endozyayê biçûna ser sandoqan. Lê, hêzên Endonezyayê û hevalbendên wê bi van êrîßan nahêlin ku gelê Tîmora Rojhilat daxwaza xwe ya bo serxwebûnê bîne cih. Her wekî tê zanîn Tîmora Rojhilat heta sala 1975'an mêtingeha Portekîzê bû, di sala 1975'an de ji hêla Endonezyayê ve hate dagirkirin, lê, gelê herêmê ev yek nepejirand û li ber xwe da. Niha jî Serokê Tevgerê Azadîxwaz a Tîmora Rojhilat Xanana Gusmao di girtîgehê de ye. Her wiha li gorî agahiyên ku bi dest ketine Gusmao jî bi daxuyaniyeke ku ji girtîgehê ragihandiye, pißtgiriya xwe ji bo biryara NY'ê diyar kiriye. Lê, xwestiye ku ji bo ku çareseriyê xebat û gotûbêj bidomin. [AW78A6] Di çapemeniya cîhanê de li ser dozê nirxandinên objektîf USA TODAY- NATO divê ji ber endamtiya Tirkiyeyê ßerm bike 4 Rojnameya Amerîkayê ya bi navê USA TODAY, di hejmara xwe ya di 17'ê pûßperê de, cih daye nirxandineke lêkolînerê Înstituya CATO Doug Bandow (pisporê siyasetê yê serokê Amerîkayê yê berê Ronald Reagan). Di vê gotarê de hevrûkirina rewßa li Kurdistanê û Kosowayê hatiye kirin û di dawiyê de hatiye diyarkirin ku rewßa li Kurdistanê ji ya li Kosowayê kambaxtir e. Her wiha hatiye gotin ku Tirkiye mafê çandî û zimanî yê 12 milyon kurdî înkar dike û mafên mirov binpê dike. Di dawiya nivîsê de tê xwestin ku NATO û Amerîka dewleta tirk jî wekî Sirbistanê bîne ser riya rast. New York Times- Gotinên Öcalan fikra gelek kesan guhart 4 Nivîskarê rojnameya New York Timesê Stephen Kinzer roja 22'yê pûßperê li ser Doza Sedsalê nûçeyek amade kiriye. Di nûçeyê de hatiye gotin ku berî destpêkirina dadgehê gelek kesan dixwest Öcalan bê bidarvekirin, lê pißtî gotinên Öcalan ên dadgehê, ev dîtin guheriye, êdî gelek kes dixwazin ku samîmiyeta Öcalan bê pîvandin. Di nûçeyê de pißtevaniya PKK'ê ya bo Öcalan û pêßniyazên HADEP'ê yên ji bo çareseriyê jî cih girtiye. Her wiha di nûçeyê de hatiye gotin ku serokê Rêxistina Parastina Qanûna Bingehîn a Almanyayê xwestiye ku rê li ber darvekirina Öcalan bê girtin. Li gorî nûçeyê wî ji dîplomatên alman xwestiye ku ji bo vê yekê çi pêwîst bê bikin. New York Times- Gotinên Öcalan fikra gelek kesan guhart 4 Nivîskarê rojnameya New York Timesê Stephen Kinzer roja 22'yê pûßperê li ser Doza Sedsalê nûçeyek amade kiriye. Di nûçeyê de hatiye gotin ku berî destpêkirina dadgehê gelek kesan dixwest Öcalan bê bidarvekirin, lê pißtî gotinên Öcalan ên dadgehê, ev dîtin guheriye, êdî gelek kes dixwazin ku samîmiyeta Öcalan bê pîvandin. Di nûçeyê de pißtevaniya PKK'ê ya bo Öcalan û pêßniyazên HADEP'ê yên ji bo çareseriyê jî cih girtiye. Her wiha di nûçeyê de hatiye gotin ku serokê Rêxistina Parastina Qanûna Bingehîn a Almanyayê xwestiye ku rê li ber darvekirina Öcalan bê girtin. Li gorî nûçeyê wî ji dîplomatên alman xwestiye ku ji bo vê yekê çi pêwîst bê bikin. AFP- Öcalan banga xwe ya aßtiyê dubare kir Ajansa nûçeyan a navneteweyî AFP'ê roja 23'yê pûßperê li ser Doza Sedsalê nûçeyek belav kiriye. Di nûçeyê de hatiye daxuyandin ku Serokê Gißtî yê PKK'ê Abdullah Öcalan daxwaza xwe ya ji bo aßtî û çareseriyê dubare kiriye. Li gorî nûçeyê Serokê Gißtî yê PKK'ê Öcalan gotiye, "Ev serhildana PKK'ê divê bibe serhildana dawîn". Dîsa di nûçeyê de hatiye daxuyandin ku Öcalan ji bo vê yekê mafê pêßvebirin û bikaranîna zimanê kurdî, di warê weßanê û jiyana taybet de xwestiye. Di nûçeyê de hatiye gotin ku Öcalan daye zanîn ku bi kußtina wî tißtek çareser nabe. [AW78B1] ßehadeteke dilsoj û daxbar: A. Rahman Gezer A. Rahman Gezer (Ganî), di sala 1981'ê de li Sêrtê ji dayikê dibe. Ew, ji malbateke welatparêz tê. Rewßa aborî ya malbatê ne baß bû; ew xizan û hejar bû. Wî, dibistana seretayî li Sêrtê qedandiye, a navîn jî ji ber zilm û zora dijmin terikandiye. Hevalê Ganî di zarokatiya xwe de gelekî perîßanî û tadehiyê dibîne. Dema dewleta tirk, dest bi ßewitandina gundan dike, malbata wî jî, ji bêgaviyê, di sala 1994'an de koçî navçeya Edeneyê Ceyhanê dike. Ji ber ku destmiza xebatkaran li Ceyhanê kêm e, ew û birayê xwe berê xwe didin Stenbolê. Hevalê Ganî li vê derê bi Partiyê re hevnas dibe û pê re têkiliyê datîne; li ser koçberiya gelê kurd û tarûmarkirina Kurdistanê disekine. Di vê navberê de Hevalê Ganî dil dike ku gelek tißtan bike, lê rewßa malbat û bavê wî rê li ber vê yekê digire. Lewre bavê wî bi nexweßiyeke giran dikeve û hewcedariya pereyan rû dide. Zarokên hûr di nava malê de gelek bûn, lewma destê wî ji wan qut nedibû û nediçû nav refên ßervanan. Hevalê Ganî hevalakî mirovperwer û dilovan bû; hez ji her kesî dikir û di civatê de cih girtibû, xwedî gotin û ßtexelî bû. Wî, her tim rê nîßanî hevalê xwe dida. Kêfa wî qet ji mirovên tiral û bêkêr re nedihat. Dixwest her kes wekî pêßeng û serkêßekî/ê, xwedan vîn û bawerî be û li dijî zordarî û stemkariyê serê xwe netewîne. Hevalê Ganî bengî û dilsozê mûzîk û govenda kurdî bû. Li ku derê xêleke kurdî hebûye xwe digihandê û direqisî. Ew ne mirovekî jirêzê bû; dilgerm û pêjinkar bû. Wî, dil hebû her roj bixwîne, bi pêß bikeve û tißtên ku hînbûye ji derdora xwe re vebêje. Lewre her tim pirtûk û kovar li ba wî peyda dibûn. Ligel vê yekê, bi awayekî gißtî, xwe ji tesîra feodalîzm û paßverûtiyê ßûßtibû. Tu caran nehißt xwißkên wî kincê wî bißon an jî xwarina wî çêbikin. Pißtî ku Serokê Gißtî yê PKK'ê hate girtin, hew debara Hevalê Ganî tê, lewre ew û çend hevalên wî, xwe digihînin nav refên ßervanên azadiyê. Hîn Hevalê Ganî nû cilê ßervantiyê li xwe dike, bi tenê çekên parastinê di destê wî û hevalê wî de ne. Di vê rewßê de di navbera wan û dijmin de ßerek diqewime. Di vî ßerî de Hevalê Ganî, 7 guleyan di bedena xwe de vedißêre. Li pey vî ßerî, leßker termê wî tînin nava Osmaniyê. Roja 2'yê adarê malbata wî, xeberê ßehadeta wî hiltîne û berê xwe dide Osmaniyê. Lê ew pê nahesin ku Hevalê Ganî ji aliyê leßkeran ve hatiye ßehîdkirin. Di vê navberê de cenazeyê wî dibin, ziyareta ku miriyan lê dißon. Li vê derê meleyê ku miriyan dißo, dibîne 4 gule di ûrê wî de, 2 di milê wî de û yek jî di eniya wî de ye. Roja Cejna Qurbanê ya yekemîn malbat û hevalên wî tev diçin ser gora wî. Ew pêßîn sirûda neteweyî dixwînin, peyre jî gora wî bi qurnefîl û kulîlkan dixemilînin. Berî ku Hevalê Ganî biçe nav refan xwißka wî jê dipirse, "Gava dijmin, tu dîl girtî û got bipeyive, te çi bikî?" Ew jî wisa lê vedigerîne: "Ez dê bêjimê, ji xeynî Serok Apo kes nikare min bide axaftin!" [AW78B2] Dilê jina kurd kaniya huner û wêje ye Di warê çand û wêjeyê de rola jinê Bi taybetî, di van salên dawîn de, em van pirsan tim tînin rojevê; serkeftinên ku Tevgera Azadiyê derxistine holê, ji bo çi di warê hunerê de wernegeriyane berhemên binirx? Çima ewqas çavkanî nayên nirxandin? Bi van pirsan re jî rewßenbîrên me û xebatên wan ên kêm têne rexnekirin. Em dixwazin ji hêleke din nêzîkî meselê bibin. Ji bo ku huner û wêje, cihekî layiqî gelê me bigire, rista (rol) jinê jî pir girîng e. Jina kurd, bi awayekî xwezayî, di wêjeya devkî û nivîskî de pir bikêrhatî ye. Divê rista wê ya di warê huner wêje de jî kêm û biçûk neyê dîtin. Eger em berê xwe bidine dîroka xwe û piçekî lê bikolin , em dê rastiya rista jinê bibînin. Lê mixabin lêkolin kêm e; bi vê re jî, jin bi xwe jî vê rastiyê zêde tewa (ciddi) nabîne. Heta xebata çand û hunerê di ser guhê xwe re diavêje. Li aliyê din, her çend hîna kêm be jî, jin di warê leßkerî, siyasî, diplomasî de risteke girîng hildigire. Gelek ji wan jî paßê hînî xwendin û nivisandinê bûne, lê perwerdehiyeke baß standine û xwe bi pêß xistine. Jinê ne tenê bi awayekî aktîf di nava ßoreßê de, kêm be jî, di nava civakê de jî pêßketinek bi dest xistiye. Lê çima ev pêßketin di warê çand, huner û wêjeyê de peyda nabe? Jin çavdêreke hûrbîn e Jin xwedî hestên kur û tenik e. Hestên wê li hember bûyera bêhtir hißyar û bihîstyar in. Bûyerên jiyanê di nava xwe de hîs dike û zûtir pê dihese. Di civaka Kurdistanê de jin çavdêreke hûrbîn û hêja ye. Ji berê de ev rist hilgirtiye. Her çiqas sînor li pêßiya wê danîne jî, çavê wê, ev sînor derbaskirine, gihîßtine her quncikê civakê. Bêguman çavê wê, hêza xwe ji dilê wê yê germ û hißyar werdigire. Lewre dilê wê tenûra dadayî ye. Agir tê de tim pêketiye. Çav ronahiya xwe ji vî agirî digirin. Lewma çavkaniyeke gelekî dewlemend li ba jinê heye. Lewre, jin jiyanê diafirîne, zîndîtî tim li ba wê heye; dilê jina kurd jî wiha bi xweßî û nexweßiyên xwe bûye mala jiyanê. Bêguman, jiyan bê huner û wêje nabe. Bi hunerê jiyan xweßtir û hêsantir dibe, bi xeml û dewlemend dibe. Bes bi hunerê jiyan çêjdartir dibe; kotekî, zahmetî, êß û ßahiya jiyanê, bi riya hunerê ya tenik tê fêmkirin. Êß û jan qet dev ji jinê bernadin. Jin, ji nav jiyaneke bindest û dijwar gihîßtiye roja îroyîn, lewma em dibêjin jin çavkaniyeke hunerê ye. Ji ber ku êßa hestên jinê gihîßtiye radeyeke bilind. Bi xweßî, bi ßahî, bi ßîn û girî hestên wê bûne mîna aramekê û hatine ber fûrandinê. Her çiqas di dîroka Kurdistanê de hunermendên jin ên navdar kêm rabûne jî, lê ew bi tevahî di nava civakê de bûne hunermendên bênav. Ango, her çend yek bi yek derneketine pêß jî, lê hunera civakî xwe bi wan parastiye. Hinek lêkolîner û nivîskarên biyanî jî ev çavdêrî li ser jina kurd anîne zimên. Wekî mînak Bazîl Nîkîtîn wiha dibêje:"Di nava civaka kurd de stranên bi awayekî lîrîk jina kurd diafirîne û dibêje." Ev çavdêrî gelekî di cih de ye. Awayê lîrîk, bi tenê bi hestên dijwar û bihîstyar tê afirandin. Jina kurd agirê nava dilê xwe bi vê ßêwazê aniye ser zimên; ango stranên lîrîk ji nav tenûra dadayî dertên û çavkaniya wan jî ew bûye. Bi gißtî jina kurd di warê dengbêjiyê de xurt bûye, lê dengê wê di nav civakê de derneketiye; di nav sînorên malbatê de hatiye fetisandin. Her çendî di demê nêzîk de be jî du hozanên me dengê xwe bilind kirine. Ev jî Meyrem Xan û Eyße ßan bûne. Ger mirov li ßêwaza wan binihêre, ne bi tevahî be jî, wê dengê hestên jina kurd bibîne. Ev herdu hozan bûne zimanê jina kurd ê berî ßoreßa hemdem. Em dikarin bibêjin jina kurd, di ber her karê xwe re, bi stran û lawijan xwe îfade dike. Ev stranbêjî, karê wê yê giran li wê hêsantir û xweßtir dike. Lewma li gorî karê xwe stran çêkirine. Wekî mînak; destar, dankutan, bêrî, paleyî, hejikçinîn, avkêßan, dergûßhejan. Îcar lawij û dîlokên evînan û hwd. jî pir cihekî girîng digirin. Bêgûman di vê wêjeya devkî de hestên ßahî û ßîniyê bi hev re ne. Ango hem li dawet û dîlanan hem jî li ber gor û darbetan jî dilobêjan dibêje. Bi kurtasî, jina kurd her çiqas xwedî dilekî hunerbar be jî, fersend nedîtiye ku vî dilî bi awayekî baß veke û civaka xwe bikemilîne. Lewma hêza xwe ya hunerî da tevn û xaliyên belek, daye dezge û tayên rengîn. Hestên xwe yên axîn û hêviyên xwe li ser van neqißandine. Lewre fersendeke din tunebû. Bi rabûna Tevgera Azadiyê re ev dil bûn êtûn, berq û diteqin; bûne alav ber bi ezmanan ve hildifirin, xwe dißewitînin jî. Bêlê van dilan bi agirê bedenên xwe, her kes matmayî hißtine. Lê, cihê daxbarî û xemgîniyê ye, ji aliyê huner û wêjeyê ve, ji nava van dilan gelekî kêm kulîlk bißkivîne. Ew kulîlkên bißkivîne jî, zêde çavkaniya xwe îfade nekirine an jî li ber vê meziniyê kêm dimînin. Ger jina kurd, van hestên xwe yên binirx û ewqas jî bi rûmet bîne ser zimên, an bi stranan an bi helbestan an jî li ser kaxizê, wê berhemên bêhempa derkevin holê. Ji bo ku mirov vî karî bike, ne ßert e ku navê rewßenbîriyê li ser mirov hebe. Îro jina kurd dibe ßahidê ßer; zilm û zorê, dayina bedel û dibe ßahidê ßoreßekê. Ne tenê ßahid e, di heman demê de dijî jî. Di hestên xwe de, di raman û kesayetiya xwe de ßoreßê dike. Hestên wê di bihara jiyana wê de ne. Ger têkoßînekê di vî warî bide, wê rista wê di nav civakê bilind bibe. Belkî di vê hêlê de, carên pêßîn, tu berhemên berbiçav bi dest nekevin, lê ev yek gelekî xwezayî ye. Lewre destpêka her tißtî heye. Wê pêßîn bi helbestekê, bi stranekê, bi kurteçîrokekê,bi kurtelîstikekê dest pê bike. Peyre wê hêdî hêdî xweßî û çêja wê jî bê dîtin. Û wê jin ßahiya ku di karê xwe de bîne zimên û di nav kûraniya dilê xwe de bihesibîne. Wê jina kurd li hunerê germ bibe, çawa ku li siyaset û leßkeriyê germ bûye. Divê jina kurd dilê xwe veke Em gelek caran dibînin keçikên ciwan rojnivîskan dinivîsin; gelek helbest û nivîsên xweß û biwate dinivîsin. Lê tu carî van hestên xwe bi civakê re par nekirine, ji ber ku wan zêde watedar û hêja nabînin. Ew pê ne bawer in ku ew hestên wan wê bikevin xizmeta bipêßketina jinê û ya têkoßînê. Heta wan hest û berheman ßexsî dibînin û ji xwe re vedißêrin. An na di roja me de, bi baweriya me, astengên civakî ne mane, astengî hinekî em bi xwe ne. Ev hest û hewildanan biçûk û bêkêr dibînin. Ji bo ku ev girîngiya hestan bê fêmkirin û hinek cesaret bêne dayîn, divê hinek hunermendên jin û saziyên kurdan bibin alîkar û wê li karûbarê huner û wêjeyê germ bikin. Lewre jineke azad, çawa ku divê bibe xwediya hêzeke siyasî, leßkerî û dîplomasî, divê bibe xwedî hêzeke hunerî jî. Jina azad bêhuner û wêje nabe. [AW78B3] Gelo ez li tatîlê çi bikim? Dersa herî xweß, lîstik û çîrok e Zarokê/o, ger tu dixwazî, hinekî li min guhdarî bike. Lê tu bi kêfa xwe yî. Ji ber ku, pirî caran, tu bêyî dilê xwe li gelek tißtan guhdariyê dikî. Bavê te an jî hin kesên din, bang li te dikin, tu jî bi darê zorê diçî cem wan. Di ser de jî ßimaq û ßimik xelata te ne! Carina jî ßimik dibe mohra pißta te...! Neçe... Nere....! Êdî neçe cem wan. Bila ew werin cem te. Dema dê û bavê te rahißte ßimikê, bêje wan "Tu polîs î, ma ev der qereqol e". Dê û bavên bi vî rengî "qoricî û axayê" dewletê ne! Ji bavê xwe bipirse: Çima ew her tim li serê sifreyê rûdine? Çima hûn li ber wî radibin? Çima hûn nikarin li ber wî bipeyivin? Û ji bo çi hûn destê wî maçî dikin? Çima kûmandaya televîzyonê her tim di destê wî de ye? Binihêre... axa tim li ser sifreyê rûdinin û destê xwe didin maçîkirin. Lewma nema destê bavê xwe maçî bike û êdî li ber bavê xwe an jî hin kesên din ranebe. Ma tu leßkerî, bavê te qûmandar e! Û kûmandaya televîzyonê ji destê bavê xwe bigire, bi têra xwe li xêz-fîlman (çizgi film) binihêre. Dema gazî te kir, bêje wî "Karê min heye, ezê paßê werim." Ger dê û bavê te, bersiva (cevap) pirsên te nedan, heya te bersiva xwe nestand, dev ji wan bernede. Û wan ger ji te re got: "Keça min, kurê min! Leglegê tu anî" tu caran jê bawer neke. Ji bîr neke, dê û bav her tim rastiyê nabêjin û a rast nakin jî. Rastiyê tu dibêjî. Lewma ji te ditirsin; an te bêdeng dikin an jî dibêjin "Tu hê biçûk î, bi van tißtan nizanî." Çi ji dilê te hat, bêje, dilê te rast û zelal e. Ma cara pêßîn te negotibû "Qral tazî ye!". Mezin dixwazin, tu wekî wan bî, lê tu "mezin" nebî. Dema tu raketî, bêje dê û bavê xwe, bila ji te re çîrokan bêjin an jî bixwînin. Ji bîr neke, çîrok ji hemû dersan xweßtir in. Lewma bêçîrok ranezê. Gava wan ji te re çîrok negotin, here li ber deriyê odeya wan bisekine, nehêle ew rakevin... Malê li wan xira bike! Ku nizanin jî bila hîn bibin. Tu jî sparteyê (ödev) bide dê û bavê xwe, bila çîrok, lîstik û stranan hîn bibin. Dema wan nekir, nehêle ew werin malê. Ez dixwazim tu vî tißtî qet ji bîra nekî: Lîstik kar û wezîfeya zarokan e! Lîstik dibistana herî baß û bikêr e. Ez nabêjim li dersên xwe nexebite, bêders nabe. Lê dersa herî xweß û fêrkar (ögretici) lîstik e. Ger tu bi têra xwe nelîzî, li mektebê jî tu bi ser nakevî. Ha tatîl tê... Van rojan tê karneya xwe bistînî. Ez bawer im tirs û xofeke mezin di dilê te de heye. Ku 10 "golikên (zeîf)" te jî hebin, qet xeman nexwe, berê xwe bide lîstikê. Wê ji te re bêjin, "Keç û kurê xelkê taqdîr û teßekkûr standiye!" Tu jî karneyê biçirîne, bavêje nav çavên wan bide û bêje "Lîstik jiyan e." lêxe here. Dê û bavê te, te wekî "hespê bezê" bi kar tînin; ji ber ku wan nekariye bibin doxtor û avûkat, dixwazin bi riya te, vê daxwaza xwe pêk bînin. Ew ji bo menfeata xwe te dixebitînin. Bi wan nexape. Bixwîne... Bixwîne, lê ji bo tu bibî "mirovekî/e baß", ne "zilamekî baß". Netirse! Carna ji dibistanê bireve û bi kêfa xwe bigere. Gava mamosteyan li te xist, li ber rabe û bêje "Ez te nas nakim. Ma ev der qereqol e!" Ji her kesî re bêje, dengê xwe bigihîne heft qatên ezmên...! Tu bi zimanê wan dixwînî û ew te biçûk dibînin, lê dîsa jî tu serketî yî. Ew ji bo zarokên ku bi îngîlîzî dixwînin, sal an jî du salan haziriyê dikin, lê tu yekser dest bi dibistana bi tirkî dikî. Lewre qet xeman nexwe, tu serketî yî. Here diziya bostan û rezan, lê bila yên muxtar û qoriciyan bin... Pißtre dakeve bexçeyê zebeß, petêx, sêv, incas û hinaran. Dema tu bi ßev biçî, baßtir e. Lewma li ber ßewqa heyvê (hîveronê) tama zebeß û sêvan gelekî xweß e. Kêrika xwe jî ji bîr neke. Gava te ev fêkî xwarin, bila zarokên selpakfiroß û gundê wan ên ßewitandî ji bîra te neçin. Hilkiße ser spîndaran û darebiyan, bi têra xwe bihejîne an jî hêlanekê çêke. Lastîka çûka ji xwe re (kevirkanikekê) çêke, li çivîk û maran berde. Carina jî, bi dizî, keviran li serê muxtar û qoriciyan berde; camên wan jî bißkîne...! Dawiyê ji xwe re bafirokekê (uçurtma) çêke û li ezmên berde. Ku kesk û sor û zer be, baßtir e, lê tu zanî. Tißtê herî muhîm min hißt dawiyê; ziman. Dê û bavê te, bi te re bi tirkî, erebî, farisî dipeyivin, tu dibê qey peyvandina bi kurdî sûc û guneh e. Derewan jî dikin, dibêjin."Ji ber ku zarokê me diçe dibistana tirkî em pê re bi tirkî dipeyivin. Bila dersê wî/wê baß bin" Derew... derew... Çunkî dema tu biçî dibistana îngilizî, ji tirkiya te re dengê xwe nakin. Dixwazin tu hînî îngilizî bibî, lê naxwazin tu hînî kurdî bibî. Ew ji ziman û kultura xwe ßerm û fedî dikin. Gelek ji wan jî dibêjin,"Em welatparêz in" Tu caran ji welatparêziya wan bawer neke. Gelek ji wan, ên welatparêz, li Ewrûpayê jî bi zarokên xwe re bi tirkî dipeyivin. Ma li Ewrûpayê jî dibistana tirkan hene....! Ji ber ku ew ji zimanê xwe ßerm dikin, tu jî dibê qey kurdî tißtekî pîs û qirêj e. Ji bo vê yekê, dema dê û bavê te bi kurdî bizanibin û bi te re bi kurdî neaxivin, bêje "Ez we wekî dê û bav qebûl nakim." û tu caran bi wan re nepeyive, heya ku bi zimanê te yê zikmakî, kurdî nepeyivin. Lê.... tu caran dijminatiya tirkî, erebî, faris, îngilizî neke. Ger dê û bavên te bêjin "Bi tenê bi kurdî bipeyive", li ber wan ranebe û hînî van zimanan jî bibe. Ha yek jî, ger diya te got "Keça min, vê êvara hanê dernekeve, tu ne lawik î" Tu jî bêje, "Ez naxwazim wekî te bibim kole" lêxe here. Li vir, em hatin dawiyê, min hin tißt gotin, lê tu bifikirî gelo rast in an na? Ez nabêjim ez tißtên rast dibêjim, ger tu jî dîtinên xwe binivisî, ez dê gelekî kêfxweß bibim. Di nava lîstik û çîrokan de bimîne.... Listîk Jiyan e. [AW78B4] NÇM ji Mehabadê ta Baßûrê Bicûk jî li benda berheman e: Pêßbaziya Çîrok û Helbestan Xebatên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) bi dorfirehî didomin. Ji beßên NÇM'ê Kovara Jiyana Rewßen û Beßa Sînemayê pêßbaziya helbest û çîrokan da destpêkirin. Wekî tê zanîn beßa sînemayê ev xebata xwe ya pêßbaziya çîrokan kiriye kevneßopî û ev çend sal in didomîne. Lê Kovara Jiyana Rewßen yekemîn car e xebateke wiha dide destpêkirin û wekî wan di daxuyaniya xwe de diyar kiriye, hewl didin xwe ku ew jî wekî beßa sînemayê vê xebata xwe bikin xebateke dûvedirêj û kevneßopî. Pêßbaziya Çîrokên a bo Fîlman Wekî tê zanîn di salên derbasbûyî de Beßa Sînemayê ya NÇM'ê çîrokên ku ji bo pêßbaziyê hatibûn ßandin, wekî projeya bo fîlman dinirxand, lê îsal ev xebata xwe hinekî din berbiçavtir kir û ev pêßbazî wekî "Pêßbaziya Çîrokan a bo Fîlman" bi nav kir. Di vê pêßbaziyê de hewl didin xwe ku çîrokên ku dê tevlî pêßbaziyê bibin ji aliyê, 'di çîrokê de potansiyela ku bibe fîlm heye an tune' ve binirxînin. Wekî xebatkarên beßa sînemayê didin xuyakirin ku di salên çûyî de gelek çîrokên naveroka wan baß lê ji wêjeyê dûr bo pêßbaziyê hatine ßandin, lê, neketine dereceyê. Îsal ew diyar dikin ku wê çîrokên wisa ku naveroka wan baß be û bo fîlman guncawtir bin jî di dereceyê de di ber çavan re derbas bikin. Yekemîn pêßbaziya helbestan Li bakurê Kurdistanê yekemîn pêßbaziya helbestan, îsal ji aliyê Kovara Jiyana Rewßen ve bi boneya bîranîna Elî Temel da destpêkirin. Di vî warê de xebatkarên Jiyana Rewßen heta îro pêknehatina pêßbaziyekê bi vî awayî wekî kêmasiyekê dîtiye, lewre xebateke wisa daye destpêkirin. Dîsa li gorî baweriya wan, di van salên dawîn de pêßketina helbestnivîsînê jî lez daye wan ku xebateke wiha bikin. Di pêßbaziyê de xebatkarên Jiyana Rewßen didin xuyakirin ku her çiqas ji bo dirêjahiya helbestan pîvan tune be jî ger helbestên ku ji wan re bêne ßandin, kin bin ji bo nirxandinê wê baßtir bibe. Di warê beßdarbûna helbestan de ew hêvî dikin ku wê ji Baßûrê Biçûk ê Kurdistanê, Ji Mehabadê, ji dilê Kurdistanê; Amedê, Mêrdînê û Ewrûpayê jî helbestvan tevlî pêßbaziyê bibin. Dîsa ew hêvî dikin ku wê di salên pêß de xebatên bi vî awayî xurtir bikin û dê beßek ji nava helbestên ku îsal tevlî pêßbaziyê dibin di hejmareke kovarê de, wekî dosyayeke taybet biweßînin. Mercên beßdariyê Wekî ßertên pêßbaziyê; di warê çîrokê de her kes dikare tenê bi çîrokekê ya bo fîlmê tevlî pêßbaziyê bibe û di warê mijarê de jî serbest e. Zimanê çîrokan divê tirkî û kurdî be û dirêjahiya çîrokê jî divê bi rûpelên daktîloyê, ji 5 rûpelan derbas nebe. Her wiha kesên ku çîrokê bißînin, divê navê rûmûz bi kar bînin û navê xwe yê rast, kurtejiyana xwe tevî navê xwe yê rûmûz bikin zerfek din û bo wan bißînin. Ji bo pêßbaziya helbestan jî heman tißt derbas dibin û tißtên ji pêßbaziya çîrokan cuda jî ev in: Divê helbest teqez bi zimanê kurdî bin û her kes herî hindik bi du helbestan û herî zêde jî dikare bi çar helbestan tevlî pêßbaziyê bibe. Her wiha endamên jûriya pêßbaziyê wê di demên pêß de diyar bibin û kopyaya helbest û çîrokan jî divê li gorî hejmara endamên jûriyê bêne ßandin. Mêjûya serdana tevlîbûna pêßbaziyê 20. 9.1999 e. Cemil Andok / Stenbol AX- xelatan berhev dike Fîlmê Navenda Çanda Mezopotamya Beßa Sînemayê; Ax, ku derhênerê wî Kazim Öz, serlîstikvanê wî Hikmet Karagöz e, her wiha Murat Batki û Yildiz Gültekin wekî lîstikvan tê de rol girtine, pißtî xelatgirtina li Mihrîcana Mîlanoya Îtalyayê tevlî 15'mîn Mihrîcana Fîlmên Kin a Hamburga Almanyayê bû û xelata "François Ode Prize" stand. Wekî tê zanîn ev fîlm ji ber naveroka wî ji bernameya mîhrîcana Enqereyê hatibû derxistin. [AW78B5] Ji weßanxaneya Aramê berhemeke nû: 'Kes nikare roja me tarî bike' Weßanxaneya Aramê pißtî pirtûka "Liceli Delikanli" pirtûkeke din, li ser çalakiyên xweßewitandinê yên bi dirûßma "Kes nikare roja me tarî bike", bi amedakariya Zeki Akil weßand. Naveroka pirtûkê li ser çalakiyên xweßewitandinê ye ku li dijî komploya navneteweyî ya li hember Serokê Gißtî yê PKK'ê Abdullah Öcalan pêk hatibûn. Pirtûka ku ji 180 rûpelî pêk tê, ji komploya 1993'yan dest pê dike li ser suîkasta 1996'an a li ßamê li hemberî Serokê PKK'ê disekine û bi komploya "zîrveyê" ya 9'ê kewçêra 1998'an girê dide. Akil, komploya 9'ê kewçêrê di pirtûkê de wiha tîne zimên: "Çaxê ku qala qeyrana Suriyeyê kir, wan pêl li pißkova (dügme) komploya mezin kiribû. Li Iskenderunê tetbîqata NATO'yê, li Behra Spî (Akdeniz) keßtiyên ßer ên DYA'yê, li sînor teknolojiya ßer a herî dawîn û leßker kißandibûn ser hev. Di heman demê de li hemberî ßerawestinê operasyon zêde kiribûn û li Baßûr jî bi hevkariya PDK'ê li hember gerîla lez dabûn livbaziyan û li hemberî MED-TV'yê jî sinyal ßandin." Akil wiha didomîne: "Serok Apo bi durebîniya xwe tenê ev komplo nedît, di heman katê de ev plan bi zanabûna xwe di avê de bir." Zeki Akil, pißtî van bûyeran li ser derketina Serokê PKK'ê Abdullah Öcalan a ji ßamê û çûyîna wî ya Rûsyayê û pißt re jî li ser çûyîna wî ya Romayê û grevên birçîbûnê, xwepêßandanên ku pêk hatibûn disekine. Lê bi piranî di pirtûkê de tißtê ku li ser hatiye rawestandin, çalakiyên ku li hemberî komployê "Bûn bendên ji êgir" e. Ew pêßî li ser çalakiya M. Halit Oral disekine. M. Halit Oral çalakî di ßeva ku 8'ê kewçêrê bi 9'ê kewçêra 1998'an ve girê dide pêk anîbû ku ev çalakî di nav van çalakiyan de ya yekemîn e. Akil, destpêkirina çalakiya Oral ji devê hevalên wî wiha ragihandiye: "Di qawîßa xwe de bi bêdengî dadikeve xwarê, ji wir bîdoneke kolonyayê digire û hildikiße jor. Kincên xwe derdixe û di binî de pîjemayeke naylon, di ser de fanêreyekî (tîßortek) naylon û di ser wî de jî îçlikek (gömlek) naylon li xwe dike. Bi bena naylon ku bi destê xwe çêkiribû deriyê hucreyê bi du cihan girê dide" û wiha didomîne: "Ew êdî tîra ku ji kevanê derketiye ye, kes nikare bide sekinandin." Akil, di pirtûkê de li ser çalakiyên ku pêk hatine disekine û yek bi yek dinirxîne. Her wiha di pirtûkê de lîsteyeke navên kesên ku di wê demê de çalakî pêk anîne jî hatiye weßandin. Di beßa dawîn a pirtûkê de jî bi sernavê "belgeler", nameyên çalakvanan ku berî çalakiyan nivîsîne û ji bo hevrêyên xwe hißtine, hatiye weßandin. Ev pirtûk wê ji bo pirtûkxaneyan wekî belgenameyekê bimîne. [AW78B6] Nûbihar derket Kovara mehane ya çandî, hunerî û wêjeyî Nûbihar bi hejmara xwe ya meha adarê derket pêßberî xwendevanên xwe. Di destpêka hejmarê de nivîsa bi sernavê "Bi Xatirê We" ya berpirsyarê gißtî Sabah Kara heye. Di nivîsê de Sabah Kara diyar dike ji ber ku ew li Ewrûpayê ye û berî weßanê nivîsên kovarê nabîne, karê berpirsyariya gißtî nema dikare bimeßîne. Pißtî nivîsa Sabah Kara nivîsa bi sernavê "Bawerî, fedakarî û sebirkin" ya Süleyman Çevik cih digre. Çevik di gotara xwe de li ser kurtedîroka Nûbiharê rawestiyaye. Ew dide zanîn ku ev ßeß sal in digel hemû zehmetî û astengiyan kovar der ketiye û bi vî awayî ketiye sala xwe ya heftan. Her wiha Çevik balê dikßîne ser zêdebûna weßanên kurdî li gorî deh-panzdeh sal berê û digel vê yêkê kêmbûna xwendevanên kurdî. Di hejmerê de nivîsek din ku balê dikßîne ser xwe jî nivîsa bi sernavê "Girîngiya Kovaran" a Selman Dilovan e. Dilovan di nivîsa xwe de li ser kovargeriyê rawestiyaye û merhaleyên kovargeriyê xal bi xal raxistine ber çavan. Ji bilî van nivîsan çend nivîsên ku di hejmarê de cih digirin ev in: 'Bila kußtin tune be (R. Karakaya)', 'Ji bo dîrok dîsa dubare nebe (Rauf Çiçek)', 'Hinek felsefe, hinek hêvî (Memê Alan)', 'Çîroka Xezebê-helbest (Rênas Jiyan)', 'Yar xewna jiyanê ye- helbest (M.Hemo)'. [AW78B7] Masîgirtina du faßîstan Du faßîst diçin ku masiyan bigirin. Pißtî hewldaneke dijwar, encam tenê masiyekî piçûk e. Yek ji wan dibêje: - Eger em hemû mesrefa xwe hesab bikin, ev masî bi du mîlyonan ji me re dimîne. - Wey Xwedêyo, spas ji bo te ku me zêdetir negirtin. Neynik Yek ji hevalê xwe re dibêje: - Tu feyde di awêneyan (neynikan) de tune ye. Hevalê wî bersiv da: "Çima, na?" Wî dîsa lê vegerand û got: - Çi dema ku ez lê dinêrim, kesek tê ber çavên min û nahêle ez tißtekî bibînim. Kîjan Carekê turîstek îngilîz ji bo gerê tê Kurdistanê. Ew, pir ji çiyayên Kurdistanê hez dike û dixwaze ku navê wan hîn bibe. Ji kurdekî ku bi îngilizî nizane, dipirse: "Navê wî çiyayê hanê çi ye?" Yê kurd bersivê dide: "Kîjan çiya?" Yê Îngilîz got: "Gelek spas. Ma navê yê din çi ye?" Emê heta hetayê li hewa bimînin Yek di balafirê deye. Pißtî demeke firînê kaptanê balafirê bang dike: - Rêwiyên hêja. Yek ji motorên balafirê rawestiyaye lê netirsin û nekevin panîkê, ji ber ku balafir dikare bi sê motoran jî bifire. Pißtî bîstikekê dîsan bangek nû tê: - Rêwiyên hêja, du motorên din jî rawestîne lê dîsan pêwîst nake ku hûn bitirsin. Ji ber ku balafir dikare bi motorekê jî dakeve. Hingê yê di balafirê de rûnißtî, pir tirsiya û ji xwe re got: -Xwedêyo, tu nekî ku motora dawîn bitemire. Ma ger ew jî temirî, emê heta hetayê li hewa bimînin. Kirawat teng e Zilamek ji xwe re kirawatekê dikire. Lê dîsa li kirawatfiroß vedigerîne. Kirawatfiroß dipirse: "Çima te bi paß de anî, ma ne baß bû? Ma rengê wê ne xweßik e?" Zilam bersiv da: "Na, tu xerabî di reng de tune ye lê kirawat ji min re teng e." Guhê winda Qezayek tê serê yekî. Guhê wî jê dibe. Hevalê yê ku pê re bîskekê di lêgerîna guhê wî de alîkariya wî dike. Guh dibînin. Lê xwediyê guh dibêje "Na, ev ne guhê min e. Mîna niha tê bîra min ku pênûs di pißt guhê min de hebû." Tiliyên min ne wekî hev in Yekî ji yê din pirsî: "Çima destên te herdem di bêrîkên te de ne?" Yê din bersiv da: "Ez ßerm dikim, ji ber ku tîliyên min hemû ne bi qasî hev, dirêj in." Televîzyon girt Yek ji Tirkiyeyê li televîzyonê temaße dike. Lê ew televîzyonê digire. Hevala wî jê dipirse: "Çima te girt?" - Ez ê biçim tuwaletê, lewre ez naxwazim ku beßek ji programê, nedîtî bimîne. Saet çiye? Yek saetê dipirse, yê din bersiv dide: "Aniha ji bîra min çû; nizanim ka hevalê min, wê saet li 9.30'î an jî 3.90'î were!" [AW78C1] Di cîhana global de rola NATO'yê (Rêzenivîs-2) Nakokiya di navbera Ewrûpa û NATO'yê de bi êrîßê diyar bû 'Kuleka keßtiyê xuya kir' Ewrûpaya ku ji ber sosyalîzmê îradeya xwe bi giranî teslîmî NATO'yê kiriye, êdî li pey peydakirina "Ewlehî û Nasnameya Parastinê" ye. Ji vir pê de bingeha stratejîk a NATO'yê ji hin aliyan ve ber bi pûçbûnê ve diçe. Gelo pêvajoya pêßiya me dê di mijara ji nû ve parvekirina cîhanê de nasnameyeke çawa bide NATO'yê? Hevkêßeyên nû yên cîhanê dê bersiva vê yekê bidin. Ezmûna Balkanan a NATO'yê Çapemeniya Rojava li ser biserketin û têkçûna ßerê herêma Balkan gengeßiyan dike. Diyar e ku encama provaya ßerê herêma Balkanan dê mîna ßerê Kendavê nîn be. NATO û Amerîka ji ßerê Kendavê bi quretiya "serkeftin"ekê derketin û fatûraya lêçûnên ßer wan bi hêsanî daye ber Erebîstana Sûûdî û Kûweytê. Niha li holê ne serkeftin heye ne jî welatekî xwedî petrol ku karibe mesrefên lêçûnên ßer bide... Ev ßer ji aliyê leßkerî ve hatibe qezenckirin jî ji aliyê psîkolojîk û civakî ve hatiye windakirin. Bi pey çapemeniya Rojava, NATO'yê ji bo rêlibergirtina "komkujiyê" "li ser navê mirovahiyê" mudaxeleyî Yûgoslavyayê kiriye. Dema ku mirov bala xwe dide; li ser destpêka ßerê Yûgoslavyayê û pêvajoya 92'yan vir de, tê digihêje ku ev dereweke bêbinî ye. Bi pißtgiriya rasterast a Almanyayê û bi ya nerasterast a Ewrûpayê pêßiyê Hirvatan dest bi qirkirinê kir. Ji Almanyayê werê tê ku dê Hirwatistan û Slovenyayê bixe bin bandora xwe û kêßeyê çareser bike. Lê diyar e ku ji 92'yan vir de ev kêße çareser nebûye. Çima Rojava li sirban hate xezebê? Wekî diyar e Sirbistan li dijî "Pergala Cîhanê ya Nû" asteng e. Pißtî hilweßîna sosyalîzmê Ewrûpaya Rojava, serdanpê kete bin bandora Rojava. Bi sedan salan e herêma Balkan tim li derveyî Rojava ma; nebû rojavayî. Divê ev devera "hov" û "asê" êdî li gorî rêz û rêçikên Rojava bihata sazkirin. Lê belê, Mîlosevîç li dijî vê asteng e. Di pêvajoya ku Yekîtiya Ewrûpayê û NATO li Ewrûpaya Rojhilat ketine hewldana karîgerbûnê de ev asteng îro nîn be sibê her wiha bi pißtgiriya Rûsyayê, dibû ku li dijî pêßketinê bibûya asteng. Mudaxaleya li dijî Bosna-Hersekê zû encam dabû, ji wan tirê evê jî zû encam bide. Amerîkayê bi taktîkên ßareza arnawût li dijî sirban kißkißand û mudaxaleya NATO'yê rewa kir. Ev êrîß di demeke ku Rûsya qels e de li dar xist. Li gorî feraseta "Pergala Nû ya Cîhanê" ji bo bidestxistina Ewrûpaya Rojava û Balkanan divê ev asteng ji holê rabûya. Amerîkayê kêliya ku bi awayekî rasterê dest bi mudaxaleyê kir, nakokî kûr kirin. Hevdîtinên ku li ser otonomiya Kosovayê dihatin kirin, ji nißka ve bi kißkißandina Amerîkayê veguheziya serxwebûnê. Bi gurbûna berxwedana sirban re mudaxale zêdetir derkete pêß. Berpirsê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekgirtî Jiri Dienstbeir wiha dibêje: "Her kes tawanbar e. Arnawûdan pißtî mirina Tîto di salên 89'an de sirp çewisandin. Peyre Miloseviç hat û got, 'Tu kes nikare we bihingêve." Li dû vê hengê bûyer roj bi roj gur bûn. "Niha xezeba ßîdetê em rapêçandine. Bi tenê em têkçûna di vî ßerî de bipejirînin, em dikarin ji vê gêjgerînekê bifilitin. Lewre me metodên çewt bi kar anîn." NATO'ya dêwasa li dijî 'Sirbistana biçûk' tu encam bi dest nexist. Her çiqas niha zû be jî, mirov dikare ji ßerê Balkanan ê NATO'yê encaminan derxe: 1- Berî her tißtî efsaneyên ku bi riya teknîkê û balafirên ku xuya nabin hatine afirandin pûç derketin. Bi ser de jî van "çekên biaqil" gelek xeta kirin. 2- NATO'ya ku tenê bi bombebarandina hewayî xwe sînor kir, nekete bejî û bereya xwe ya stratejîk teng kir, berî ku dest bi ßer bike, kete "sermestiya serkeftin"ê. 3- Provaya ßer a li herêma Balkan di dema hewldanên berfirehbûnê yên NATO'yê de rû da. Di encamê de dê bandora NATO'yê bi giranî kêm bike. 4- ßer dubendiya li navenda NATO'yê berbiçavtir kir. Di navbera welatên Ewrûpayê de di warê hedef, asta ßer û nêzîktêdayina li dijî ßerê bejî de her dem nakokiyan rû da. Eger ßer dirêj bibe, xesar zêde bibin nakokiyên navxweyî yên di bin banê NATO'yê de dê kûrtir bibin. Di encamê de; di navbera mebest û encama ßer de dijberiyên mezin hene. NATO'ya ku dibêje: "Ez li ser navê mirovahiyê tevdigerim" xesareke mezin da her du gelan. Bi milyonan mirov beramberî rûdanên erjeng man, lê, ev "leheng"ên mafên mirovan bo ku leßkerên wan nemirin, li bilindahiyan bombeyan direßînin û di encama xetayên mezin de bûne sedema mirina gelek mirovan. Ev derewa mezin, dibe ku bi awayekî demdemî niyeta împeryalîzmê veßêre. Ma NATO'yê hetanî niha ji bo rizgariya kîjan gelî alîkarî kiriye? Ji 92'yan vir de li herêma Balkan 300 hazar kes qir bû. NATO'ya ku leßkerekî xwe feda nake, dê di nava wê dojehê de mirovahiyê çawa biparêze? NATO bi vê derewê, di rastiyê de pêßiya xwe dixitimîne. ßerê li Balkanan bi hemû nîßaneyên xwe, dide der ku ev derew dê demeke dirêj nedome. Împeryalîzma ku mirovahî ajotiye na, du ßerên cîhanê, pißtgirî daye dîktotariyên leßkerî, di ßerên herêmî de bûye sedema mirina bi milyonan kesan û li ser axa xwe hemû nirxên mirovahiyê ji holê rakiriye, dê çawa mirovahiyê biparêze? Ev yek jî sermestî û xapandine. Li Balkanan dubendiya Amerîka û Ewrûpayê Hêzên ku di parvekirina cîhanê de xwedî bandorin dê pêßeroja NATO'yê diyar bikin. Bi taybetî jî têkoßîna parvekirinê ya di navbera Amerîka û Ewrûpayê de dê dîyarkar be. Pißtî hilweßîna sosyalîzmê Amerîkayê bi ßerê Kendavê serdestiya xwe saz kir. Lê, bi dirêjahiya demê re serdestiya navborî qels bû. Îro li ser sê herêman bi awayekî berbiçav ji nû ve parvekirin pêk tê; Rojhilata Navîn, Kafkasya û Ewrûpaya Rojhilat. Ji wan Ewrûpaya Rojhilat û Kafkasya bi hilweßîna sosyalîzmê re ketin warê ji nû ve parkirinê. Amerîkayê bi ßerê Kendavê re li Rojhilata Navîn serdestiyeke teqez ava kir. Ev yek ne tenê li dijî Rûsyayê her wiha li dijî Almanya û Japonyayê jî bire serî. Berî ßerê Kendavê Almanya û Japonyayê xwest ku xwe bigihînin jêderkên petrola Îran û Iraqê. Bi dewletên navborî re peymanin girêdan. Lê pißtî ßer hemû peyman betal bûn, Amerîkayê hema bêje baßebaß li ser van petrolan serdestiya xwe çêkir. Lê, ev serdestî di van deh salên dawîn de hêdî hêdî qels bû. Bi taybetî Almanya û Fransa ketin hewldana meßandina polîtîkayên serbixwe. Ewrûpa dixwaze li devera Îran, Iraq û Sûriyeyê, ku li dijî Amerîkayê ye, polîtîkayê bimeßîne. (Dê bidome) [AW78C2] Öcalan ji dewletê re ferman xwend Pißtî mij û morana ßerê herêma Balkanan meseleya Serokê kurdan Abdullah Öcalan û darizandina wî ya ku li Tirkiyeyê didome dîsa kete rêza yekem a rojeva navneteweyî. Dewleta tirk belkî jî xwest di nava vê mij û moranê de Abdullah Öcalan bidarizîne û dawî li Kêßeya Kurd bîne. Lê, niha berî ku biryarekê bide, divê bi ßarezayî bifikire. Öcalan di destpêka vê dadgeha dîrokî de hin daxuyanî dan û ji bo ku Kêßeya Kurd di navbera dewletê û partiya wî de bi awayekî aßtiyane çareser bibe, pêßniyaza hevkariyê kir. Gelek kes li ser vê yekê rawestiyan. Kesinan ev helwesta Öcalan wekî ji doza xwe avarêbûn û hewldana ji bo xwe ji darvekirinê filitandinê nirxand û diyar kir ku wî dîroka xwe serdanpê feda kiriye. Hin kes jî dibêjin Abdullah Öcalan beramberî çewisandinên psîkolojîk û fîzîkî maye û mêjiyê wî hatiye avdan. Tirk di warê îßkenceyê; peydakirina amûr û rêbazên îßkenceyê de jêhatî û navdar in. Neteweyên ku rojekê jî beramberî kirinên bi vî rengî yên Osmaniyan mane, vê yekê baß dizanin. Hem kesên Öcalan bi tirsonekî û teslîmbûnê tawanbar kiriye û hem jî kesên ku dewleta tirk bi hovîtiyê tawanbar kiriye, hinekî bi lezgînî tevgeriyane û ji ber ßîroveyên hestiyar wan têkiliya vî Serokî û doza wî ji hev qut kiriye. Di rûdanên wiha de tirs û îßkence tißtên nepêkan nîn in. Her wiha rayedarên tirk ev rewß wekî têkçûna vî Serokî û doza wî nîßan da. Lê, rûdanên li dadgehê ji nû ve xwendin û sererastkirina daxuyaniyên Öcalan ji me dixwaze. Hingê emê tê bigihêjin ku ev yek ji her du ßîroveyan jî cuda ye û di daxuyaniyên Öcalan de têkildariyeke lihevkirî ya siyasî heye, heta helwesta wî li dijî hikûmeta tirk navtêdan e. Li aliyê din PKK'ê pißtevaniya tevaya pêßniyazên Öcalan kir. Êdî mesele darvekirin an jî darvenekirina Öcalan nîn e. Kêßeya Kurd di warê navneteweyî de bi dilxwazî tê pêßwazîkirin, lewre jî ji bo çareserkirina wê li ber hikûmeta tirk bûye ezmûnek. Di sala 1993'yan de serokomarê Tirkiyeyê yê berê Turgut Özal ji bo ku kurdî li Tirkiyeyê bibe zimanê duyemîn bang kiribû, heta ji wê wêdetir diyar kiribû ku ji bo ku kurd di bin banê dewletê de bibin xwedî birêveberiyeke otonom, ji bo lihevrûnißtinê amade ye. Lê, artêßa ku li welêt hîn jî desthilatdar e ev yek red kir, got daxwazên bi vî rengî ji bo avakirina dewleteke serbixwe ya kurdan gava yekemîn e. Ji roja ku Öcalan ji aliyê rêxistinên îstîxbaratê yên Amerîka û Îsraîlê ve hatiye girtin vir de Kêßeya Kurd di rojeva cîhanê de ye. Ew pozbilindî û sermestiya destpêkê ya generalên tirk îro êdî bi qasî berê nemaye. Berî dadgehê ji bo ku êsîrê kurd beramberî çewisandinan nemîne û cezayê bidarvekirinê lê neyê birîn, ji gelek herêmên cîhanê ßiyarkirinên tund hatin. Hin serokên welatên Yekîtiya Ewrûpayê ji bo Kêßeya Kurd sazkirina konferanseke navneteweyî pêßniyaz dikin. Her wiha Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku wekî prensîp bo sazkirina konferanseke wiha amade ye. Çapemeniya tirk niha baßtir dizane ku ji bo ewlehî, aramî û pêßketina civaka tirk di çarçoveya yekîtiya dewletê de bo kurdan otonomî û çareseriyeke aßtiyane pir girîng e. Li ser vê bingehê, bo çareseriyeke aßtiyane li dadgehê banga Öcalan a hevkariyê girîngtirîn dibe. Ev yek ji ber tirsê, qelsiyê û ji dozê avarêbûnê naqewime, ji pêjinkariya wî ya li hemberî gelê kurd û tirk diqewime. Ev, ji bo rizgarkirina rêwiyên keßtiya ku li bagerê qelibiye, "xeleka rizgariyê" ya qewîn û di dema xwe de hatiye çêkirin e. Ev nivîs ji Rojnameya misirî ya bi navê Alem El Youm hatiye girtin. [AW78C3] Makîneyên fotokopiyê Îro her destê ku bi pênûsê digire mantiqê serdestan vediriße ser kaxizan. Em bûne deyndarên denydaran. Gotarek tê nivîsîn bi kîjan zimanî hatibe fikirandin ji wî zimanî bo kurdî hatiye wergerandin. Ne ji dil be jî ta gelê kurd bigihêje azadiyê wê ev rewßa kambax bidome. Lê gere ne evqas bûya. Helbet qedera vî zimanî jî wekî qedera vî gelî ye; ji pênc hêlan ve (hêla pêncemîn jî Rojava ye) êrîß tên ser, dîsa jî xwe diparêze. Gere em ne wek makîneyên fotokopiyê (makîneyên jibergir) bin. Heke bingeh bi kurdî be û lêkolîn bê kirin, dê bê dîtin ku hemwateya gelek têgih û peyvên biyanî di zimanê kurdî de heye. Ji hêla azîneyê ve du pêßniyaz: 1)Ta ji îngilizî, tirkî, frensî, erebî... peyv tên wergerandin, gere li peyvên kurdî ên ku derbasî zimanên din bûne û li zimanê farisî û zaravayên kurdî bê nihêrîn. 2) Divê peyvên bi kurdî ên ku di gorên servekirî de li ber mirinê ne bên bikaranîn. Hinan ji wan wateya xwe winda kiriye. Li gorî rêzimanê gengaz e ku wateyek din bistînin. Xeletiyek jî der barê devokan de ye. Piraniya peyvan wekî peyvên devokî tên hesibandin, ji ber vê nayên bikaranîn. Ew ne peyvên devokî ne. Bikaranîna peyvan û ji hêla gramerê ve tißtên devokî derdikevin. Mînak: Serhed : Botan Hîv : heyv Hêßîn : ßîn Di mal da : di mal de Ji min ra : ji min re Hinek mirov bêyî ku li binyada pevya ku bi kar tînin binêrin, li ser devoka xwe serhißkiyê dikin. Bo nimûne, peyva "bêvil" bi ßirebî ye, "poz" peyveke bi kurdî ye. Lê piraniya nivîskarên ji hêla Botan bi rik peyva "bêvil" bi kar tînin. Ango xwerûkirina zimanê kurdî ji kesî re nebû derd û kul. Çend peyvên pêwîst û dahûrandina wan Pizben: Benê dirêj. Mînak: "ßivan pizben li mil rapêça û ber bi palê ve meßiya." Li ser peyva piz mînakeke din; "Bes e tu dixwî, ma hûr û pizûrê te qul bûye?" Dahûrandin: a) piz pêßgir e b) pizûr ji du hêmanan pêk hatiye; piz û hûr c) pêßgira /piz-/ wateya girs, dirêj li peyvê bar dike. §§ Encam: Pizûr: mîde Tor: acemî Mînak: "Ax lê Weso lê lê lê Wesîlayê way way Cenî tor e, lê lê lê naçe avê way way" Kezî: kas Mînak: "Parçeyek goßtê nerme nîßanî cîrana xwe da û got: 'Giß kezî ye, goßt pir hindik e." Den: boyax Mînak: "Ji bo çi te kincên rengîn avêtin ava kelî, den daye." Askor: Ma mirov nikare askor di wateya "varoß" de bi kar bîne? Tê dîtin ku ev peyv ji zû ve di kurdî de heye. Mînak: Zarokekî mizawir e, ji sikak û askoran dernayê. /a-/ pêßgirek e, di zaravayê kirdkî (dimilkî ) tê bikaranîn û wateyeke neyinî dide peyvê. Ev pêßgir dißibe pêßgira /a-/ ya di zimanê îngilizî de; wekî pêßgira di peyva "apolitic" de. Mînak: Dimilî/kirdkî kurmancî Aganî ne candar Gelek peyvên ku bi heman pêßgirê hatine afirandin hene. Trîßma: Ev peyv cihê "giz"a tirkî digire û her wiha jî bi wateya "bandora veßarî" jî tê bikaranîn. Mînak: "Bûk bi çav de hatibû; kil lêda, trîßma xwe winda kir." Ji bo peyvên ku ji zimanê kurdî derbasî zimanê din bûne jî mirov dikare wekî mînak peyva "berî" bide. Ev peyv di zimanê Osmanî de di cihê "karasala" tirkî de tê bikaranîn. /r/ya di vê peyvê de stûr e. [AW78C4] Biwêj û ßayesên kurdî -Mere kûçik dide xatirê xwediyê wî: Dema yekî sûcek kiribe, giregirên gund efûkirina wî bi wan gotinan dixwazin. - Mî bi lingê xwe, bizin bi lingê xwe ve tê daleqandin: Her koyun kendi bacagindan asilir. - Mewîja reß di qirikê re xuya dike: Ji bo pesndayina bedewiya keçikan tê bikaranîn. Bi taybetî di çîrokê gelêrî de mirov pir rastî vê ßayesê tê. - Mirî ne melûn be, gor lê teng nabe: Dema yekî/ê guneh nekiribe tißtên xerab nayên serê wî/wê. - Ne ji ewanan be, wê gur û mih pev re biçêrin: Ji bo nîßandayina rola neyinî ya awanan hatiye gotin. Pisîk ne li ban e, mißk evdirehman (qehreman) e: Koyunun olmadigi yerde keçiye Abdurrahman Çelebi derler. Newala xirî xalî, rovî lê dibe walî: Kesek tune, ev der bi te maye. Ne kortika kerenga ye: Carek, dudo, sisê... (Çekirge bir ziplar iki ziplar ...) Paç xistiye guhên xwe: xwe li keriyê daniye Perdeya rû qetiyaye: Perdeya ßermê çirandiye Qûtê nemir e: kitkanaat Rez baß bû, teyrok jî lê hat: berê gul bû, baranê lêxist ßil bû. Paqreß di ser xwe re nedîtine: Kesî di ser xwe re nabîne. Pûß xist eyarê wî/wê: dengê wî/wê birî. (agzinin payini verdi) Rûnê genî li ser nanê xwe xwedî ye: tißtê xerab li xwediyê xwe vedigere. Rê ji dilan naçe dilan: mirov dikare bi gotin û kirinên xwe dilê mirovan xweß bike. A di dilê me mirov de kes pê nizane. Rê li ber winda bûye: nizane çi bike. Seyê ku rizqê wî qut dibe, cejna qurbanê xewa wî tê Sipiyê wî fetiqîne: Biti kanlanmiß ßanî dijmin bide û vekißîne: qelefetê wî çavtirsî dike, lê ji bilî wî bi kêrî tißtekî nayê. Tu teyr î, ez xak im: Tu bi ku ve biçî, tu yê li min vegerî. Yê sîrê nexwe bêhn jê nayê: ateß olmayan yerden duman çikmaz Ji xelkê re dengbêj e, ji min re lal û gêj e: kûçikê me li ber deriyê xelkê direyê. [AW78D1] Hem diz e, hem topiz e Hin mirov bi awayekî zanistî hin xebatan dikin, lê mixabin pißtî demekê li kirina xwe poßman dibin. Lewre tißtê ku kesên zanyar dozandine, di destê hinekên 'xêrnexwaz' de dibin destik û pêlîstok. Xebata zanyarê japonî Prof. Gouici Kujima jî di destê kêmzanayên tirk de bûye tißtekî bi vî rengî. Danasîna xebata Kojima pêßî di Azadiya Welat de derket. Bi alîkariya dostekî me yî japonî haya me ji vê xebatê çêbû û di rûpela 13'yan hejmara 126'an a Azadiya Welat de danasîna wê hate kirin. Prof. Kojima dixwaze li ser zimanên ku li Tirkiyeyê pê tên peyivîn tezekê amade bike û pêßkêßî zanîngehê bike. Wê demê peywirdarên dewleta tirk vê teza wî wekî bombeyekê bi nav dikin û zorê didinê ku ew dev jê berde. Dema ew vê yekê napejirîne, îcar dixwazin ku ew bibêje, zimanê kurdî bi kêrî perwerdehiyê nayê, lê ew vê yekê jî napejirîne, li ser vê yekê rê li ber xebata wî digirin. Îro kesên ku wê demê peywirdarên dewletê bûne, malnißîn bûne û li ser navê nivîskariyê ßêwirmendiya dewletê dikin û navê wî ji bo armanca xwe bi kar tînin. Pêßî Gündüz Aktan dest avêt vî karî, van demên dawîn jî kevnebalyoz ßükrü Elekdag dest bi heman çîrokê kiriye. ßükrü Elekdag jî wekî Gündüz Aktan, li aliyekî dixwaze ku nasnameya kurdan bê pejirandin, li aliyê din jî wisa dike ku mirov bibêje, tißtekî ku mirov wekî taybetmendiya kurdan bipejirîne li holê nîn e. Dema mirov bala xwe dide gotinên ßêwirkarên dewleta tirk, mirov leqayî dîtinên serdanpê li dijî zanistê ne tê. Lewre ew bêyî ku li mercên civakî û siyasî bifikirin fermana zimanê kurdî radikin; ji tesbîteke zimanzaniyê encameke siyasî derdixin. Dema Prof. Kojima gotibe, "Min Kovara Hêviyê ya Înstîtuya Kurdî ya Parîsê ji kurdên Dêrsimê re xwend, tißtek jê fêm nekirin" ew tesbîteke zimanzanî dike, kes nikare ji vê gotinê encameke polîtîk derxe, lewre ew çêlî mercên civakî û siyasî yên ku bûne sedema vê yekê nake. Lê 'kurdîzan'ên ku hê nizanin navê zaravayên kurdî binivîsin, radibin ji tesbîteke zimanzanî encameke siyasî derdixin. Tißtê ku dewleta tirk dike gotina 'Hem diz e, hem topiz e" tîne bîra mirov. Wê pêßî bi zilm û zorê rê li ber standartbûn û pêßketina zimanê kurdî girtiye, ew di nava dîwarên malê de hepis kiriye, pißtre jî ßêwirkarên wê dibêjin 'çima zimanekî hevgirtî yê kurdan nîn e, nexwe kurd tunin.' Kêmzaneyên navborî qet naxwazin fêm bikin ku ziman jî bi pêßketina civakê re bi pêß dikeve û bi hevnasbûna kesên ku pê dipeyivin re standart dibe. Lê em dikarin bibêjin ku Prof. Kojima îro were lêkolînê bike, dê bigihêje encamên cuda, lewre têkoßîna 15 salan gelek tißt guhartine, lê zilma ku ji dewleta tirk bibîne dê neguhere. [AW78D2] Lihevhatin Ez di guhên kußtinê de evîna jiyanê dixwînim. Hêviya xwe dixwazim di dilê wê de zindû bikim. Ez jiyana xwe ya li nav ßînahiya ku li ser sînga Mezopotamya ßîn hatiye, bi dilsozî lê bi bazara jiyaneke wekhev, pêßkêßî vê kußtinê dikim, ku ji min re, ji Çîn û Maçîn wekî diyariyeke xelayê maye. Heta ez gotinên xwe neqedînim, ezê devê xwe ji guhê wê derneyînim. Ew jî, bi sebir û aramiyeke, ku tenê li wê dixwe, li min guhdarî dike. Serê xwe mîna ziyayê binê dojehê dihejîne. Ez nema zanim; ne bi mebesta erêkirinê ye, ne jî, bi mebesta ji holê rakirinê ye. Min berê xwe ji evîna çiyan guhartibû ber bayê deßtan ketibûm. Serê Cûdî, Herekol û Agirî di bin piyên min de herifîbûn. Min ßopên neynûkên xwe di zinaran de hißtibû. Dengên navtêdanên xwe di geliyan de bi dengvedana zingîniya teqînên vejînê re, ji belavbûnê re hißtibû. Destên min pêßî ji berstûka çiyan hate qutkirin. Dûvre jî, gewdeyê min firiya. Ez bi ber bayê nediyariyê ketim. Warên li serdema nûjeniyê, ez bi soza mêrê çê ji rê birim, ez bi durûtiyeke keysbazî, ji bêbextiyê re hatim hißtin. Parzemînan ez ranedigirtim. Di wan hilnedihatim. Parzemînên parvekirî êdî di bin piyên min de dihejhijîn. Di bin giraniya min de noq dibûn. Tarîtiyê xwe berdida ser her deverê. Min nema pêßiya xwe didît. Bi destpelînkê min riya xwe vedikir. Ez ketibûm labîrenta reß a nûjeniyê. Dîwarên ji bêxtiyê lêkirî ez di nava xwe de bê tevger û bê nefes dikirim. Min bedenên xwe bi yek derbê re dan ber êgir. Ez bûm peykerên ji êgir û li hemû kolanên humanîzmê bi ßevan, bi rojan geriyam. Bûm dirûßme û hewar, di devên sedhezaran de, li binê zikê banê cîhanê teqiyam. Min bi bedenên xwe germ kirin meydan û kolanên rojava. Tevî vê jî, ez hatim heliqandin. Van bêbextan ku, bextên xwe li sûk û bazarên ku li wan kirîn û firotina gelan pêk tê, ez di nava destên xwe de kirim gogeke ji êgir û ez ji hevdu re avêtim. Ez hatim avêtin. Min xwe nema dîtibû. Dema min çavên xwe vekiribûn, min xwe di nava hebûnên rûtenî de dîtibû. Dema deka xwe gerandibû. Ez hatibûm heliqandin ser serên wan girên ku bi serên jêkirî yên mîna komirê hatibûn lêkirin. Ew girên, ku bi destên mijokdarên rojavayî di dema lêgerîna aqût û mircanan de, ji hestiyên hebûnên ji qîrê hatibûn lêkirin, di nava ßevekê de axa xwe ya bêber û bêkêr, ji bin piyên min kißandibû. Heta min xwe dabû hevdu mirinê rûyê xwe nîßanî min dabû. Min destê xwe pelandibû lê reha dara xurmê bi destên min ve hatibû. Bagera tozê ku kaniya wî ji rojhilat bû, ez mîna pelê dara pîroz li ber xwe biribûm. Ez li hewa firandibûm. Ez li ber ecacokê ketibûm... Ez di guhê kußtinê de peymana jiyanê diqîrim. Yasayên xweristê dixwazim serobino bikim. Dixwazim mirin û jiyanê li hev bînim! [AW78D3] Pelîn Ev demeke dirêj e ku min digot kovareke me hebûya; kovareke hunerî, edebî û çandî... Ji ber ku min dizanî meyla me, ji afirandinê bêhtir li ser xwestin û rexneyê ye û em ji afirandinê zêdetir ji rexnekirinê hez dikin. Min ev doz û daxwaz bi deng nedikir. Dikaribû ji min re bihata gotin, ma kê bi destê te girtiye û kî nahêle ku tu pêßkêßiya xebateke wisa bikî. Weßanên me yên polîtîk, têra pêdiviya me neke jî, mirov dikare bêje, di vî warî de kêmasiyek, valahiyeke mezin nîn e. Heke polîtîka bi hunera bedew, bi wêjeyeke rind, bi çandeke kûr neyê avdan, naxemile, nakemile, bejî û rijî dimîne. Em di dema ji edebiyata devkî derbasî edebiyata nivîskî de ne. Bi saya serê hunermendên me yên çîrokbêj, dengbêj û xweßbêjan, ziman, huner û edebiyata me, ji nav lepên cînawirên pißaftin û jibîrkirinê xilas bûne. Çand û edebiyat ji qirn û nifßên kevn, mîna zincîrekê derbasî qirnê nû bûye û hêj zincîr neqetiyaye. Belê dem dijwar e, di vê dema ragihandinê de 'lez' wateyeke nû dide demê û dem nikare xwe li ber lezê rabigire. Her wiha hunermendên edebiyata devkî jî nikarin xwe li ber demê rabigirin û roj bi roj kêm dibin. Ji bo liseravakirina edebiyata nûjen û pêßketî, bingeheke xurt divê. Bingeha edebiyata me zaf xurt e. Belê jê re berhevkirin û nivîsîn divê. Ji karê afirandin û nivîsînê re jî bawerî û heyecan divê. Divê mirov bi xwe bawer be û bêtirs be. Mirov ji ßaßî û çewtiyan, ji xeletî û kêmasiyan bitirse, destê mirov ji kar sar dibe. Lazim e mirov; baweriyê bi înadê, înadê jî bi sebatê ve bihûne. A. Zeki Okçuoglu, ji wan kesan yek e ku baweriyeke xurt bi înadeke mezin dirêse. Ji pêßkêßiya notiyê natirse û her tim li pey afirandina pêwîstiyên cuda ye. Ahmet wekî berpirsiyarê Weßanxaneya 'Doz'ê berhemên hêja diyarî kitêbxaneya kurdî dike. Pißtî 'salnameya roj'ê (ku di warê xwe de ya yekemîn e), kovara 'Serbestî' bi tirkî derxist. Niha jî bi navê Pelîn kovareke edebî bi zimanê kurdî digihîne ber destên xwendevanên kurd. Pelînê di hejmara yekemîn de cih daye hevpeyvîn, lêkolînên li ser zimên, werger û gelek ßairên kurd ên nûjen. Nivîsên di Pelînê de cih girtiye, kalîteyeke berbiçav nîßan didin. Kaxiz, cîlt, tîprêzî, mîzanpaj û berga kovarê qet gumanê nahêle ku Pelîn bi destê pisporan dertê. Di sernivîsa 'Hinekî din ronahî' de I. Seydo Aydogan radigihîne ku wê Pelîn, li ser ßopa rojnameya 'Kurdistan'a 101 sal berê ji aliyê M. Miqdat Bedirxan ve li Kahîreyê hatiye weßandin, bimeße. Û I.Seydo Aydogan dibêje 'Em jî mîratxwirên hawarê ne. Çi ßîretên ku di wê de hatibûn kirin, mîna ku li me hatibin kirin emê bixebitin.' Ev gotin û dîtin dike ku em bêhtir ji kovarê hez bikin. Bengîn Amedî di nivîsa bi navê 'Di zimên de gaveke girîng: Diksiyon' de bala xwendevanan dikißîne ser rastpeyvîn û xweßpeyvîna kurdî. Ev mijareke zaf girîng e û ez hêvî dikim ku wê Pelîn li ser vê mijarê baß raweste. Xwendevanên heja, ez dizanim di van rojan de guhê we li ser darizandina 'Imrali'yê ye û hûn ne neheq in. Belê jiyan berdewam e û pêwîstiya me bi hinek rengên xweßik jî heye. Ji ber ku Pelîn rengekî ronî ye, min xwest bi we re vî rengî par bikim. [AW79A1] Serokê Gißtî yê PKK'ê Abdullah Öcalan: Li ser vê xakê dê aßtî bi ser bikeve Doza Sedsalê roja 29'ê pûßperê bi biryara darvekirinê bi dawî bû. Berî ku biryar bê xwendin ji Serokê Gißtî yê PKK'ê Abdullah Öcalan gotinên wî yên dawîn hatin xwestin, Öcalan wiha got: "Ez tawanbariya xiyaneta li dijî welêt napejirînim. Min ji bo yekîtiya welêt û jiyaneke azad têkoßîn da. Min ne li dijî komarê, lê ji bo komara demokratîk ßer kir. Ez hêvî dikim ku ew kêßeya ku çewtiyên dîrokî mezin kiriye, çareser bibe. Ez dixwazim ku ev doz ji vê yekê re bibe alîkar. Ji niha pê ve jî ji bo biratî û aßtiyeke birûmet û dadyane ez bi biryardarî banga xwe ya destpêkê dubare dikim. Ez bang li mirovahî, dewlet û hêzên civakî dikim ku tißtê ku dikeve ser milên wan pêk bînin. Ez bawer im diwaroja civakê girêdayî pêkhatina aßtiyê ye. Ez her kesî silav dikim." Pißtî ku biryar hate xwendin, malbatên leßkeran û parêzerên wan dest bi "Sirûda Neteweyî ya tirkan" kir, li ser vê yekê Öcalan bi destan xatir ji parêzerên xwe xwest û ji dadgehê derket. ßerê aßtiyê ßerekî dijwar e Pißtî biryarê parêzerên Öcalan bi wî re hevdîtineke kurt pêk anî. Parêzeran da zanîn ku wî biryar bi dilekî qewî pêßwazî kiriye û gotiye, "Ev biryar ji bo nermkirina helwesta raya gißtî ye, ji niha pê ve dê pêvajoya siyasî dest pê bike." Her wiha parêzeran daxuyand ku Öcalan xwestiye ku ew pêvajoya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê (DMME) jî bidin destpêkirin. Li gorî gotina parêzeran, Öcalan wiha dirêjî daye gotinên xwe: "Derketina biryara darvekirina xeta me ya aßtiyê naguherîne." Her wiha Öcalan daye zanîn ku bi vê biryarê kêßeya 200 salî ku bûye wekî girêka kûr, ketiye bihureke teng û ew jî di vê bihurê de qonaxeke girîng e. Lewre jî wî gotiye: "Ez naxwazim bibim sedema bûyerên trajîk, endîßeya min ji bo vê yekê ye, ez li xwe nafikirim." Her wiha Serokê Gißtî yê PKK'ê Öcalan ji rêveberiya PKK'ê jî xwestiye ku bi sergermî tevnegerin û biryarên kamilane bidin. Li pey agahiyên ku parêzeran dane, Öcalan diyar kiriye ku ßerê ji bo aßtiyê ji her ßerî dijwartir û girîngtir e. Her wiha wî gotiye, "Li ser vê xakê dê aßtî rojekê teqez bi ser bikeve." 29'ê pûßperê bi qestî hatiye neqandin Biryara ku li Îmraliyê hate dayin li derve û hundir gelekî deng veda. Li ser vê yekê Konseya Serokatiyê ya PKK'ê jî di zûtirîn katê de daxuyaniyek belav kir. Di vê daxuyaniyê de hatiye ragihandin ku PKK û gelê kurd vê biryarê nas nake. Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ev biryardariya dewleta tirk a di ßer de nîßan dide. Di nava daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku roja 29'ê pûßperê bi zanatî hatiye neqandin û wiha hatiye domandin: "Lê kesên ku ev biryar daye divê bizanin ku Kurdistan ne Kurdistana 1925'an e û gelê kurd jî mîna wê demê ne bêrêxistin, bêserokatî û bêartêß e." Konseya Serokatiyê ya PKK'ê di dûmahîka daxuyaniyê de diyar kiriye ku helwesta KT'ê ku bi dara sêpiyê bersiva banga aßtiyê dide, ji nêzîk ve tê ßopandin. Her wiha hatiye gotin ku ev biryar pêßeroja gelê kurd tehdît dike û ji hemû saziyên kurdistanî hatiye xwestin ku helwesta xwe diyar bikin û çalakiyên demokratîk li dar bixin. Di dawiya daxuyaniyê de hatiye gotin ku ew bi baldarî pêvajoyê dißopînin û dê li gorî qewimînan tevbigerin. Daxuyanî bi van gotinan diqede: "Biryara dîrokê ya der barê gelê me û serokatiya me de berat e." Her wiha Serokê Kongreya Neteweyî Îsmet ßerîf Wanlî jî biryara dadgehê bi daxuyaniyekê ßermezar kir. Îsmet ßerîf Wanlî da zanîn ku ev biryar bi serdanpê siyasî ye û tê wateya cezakirina gelê kurd. Wanlî diyar kir ku dewleta tirk bi vê biryarê destê Öcalan ê ku ji bo aßtiyê dirêjî wê bûye bi ßûn ve vegerandiye. Li aliyê din Serokê PKDW'ê Yaßar Kaya jî roja 30'ê pûßperê li ser biryarê civîneke çapemeniyê li dar xist. Di civînê de Kaya diyar kir ku biryara darvekirinê li gelê kurd hatiye birîn. Serokê PKDW'ê Kaya got ku heke biryar bi cih were dê çareseriya kêßeya kurd gelekî dijwar bibe. Yaßar Kaya wekî gotina dawî jî da xuyakirin ku ewê ji niha pê ve jî pißtevaniya aßtî û biratiyê bikin. Dema destpêka dozê ne hiqûqî be, encam jî hiqûqî nabe Parêzerên Öcalan li Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê (Asrin Hukuk Bürosu) roja 30'ê pûßperê civîneke çapemeniyê li dar xist. Di vê civînê de nehiqûqîbûna darizandinê û girîngiya dozê li ber çavan hate raxistin. Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji hêla Dogan Erbaß ve hate xwendin de hate gotin ku destpêka wê dozê ne qanûnî ye, lewre jî darizandin jî ne hiqûqî ye û diviyabû dozeke bi vî rengî ji hêla hiqûqnasan ve nehata pejirandin. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Öcalan bi rêbazeke korsanî hatiye girtin û lewre jî li gorî zagonên navneteweyî darizandina wî ne pêkan e. Li aliyê din hate gotin ku rayedarên dewletê û çapemeniyê bi helwest û gotinên xwe doz ji hiqûqîbûnê dûr xistiye û hê di destpêkê de doz ketiye bin siya siyasetmedaran, lewre hemû biryarên li ser Öcalan û doza wî bi destê Navenda Krîzê ya Serokwezîriyê hatine meßandin. Di berdewama daxuyaniyê de li ser aliyê siyasî yê dozê hate rawestandin û hate bibîrxistin ku ew doz encama kêßeyeke dûvedirêj e û heta ew kêße çareser nebe, dozên bi vî rengî jî naqedin. Dîsa hate gotin ku pêßniyazên Öcalan ên ji bo çareseriya kêßeya kurd ji hêla medyayê ve hatine berevajîkirin û vê helwestê jî nehißtiye ku civak wan pêßniyazan baßebaß fêm bike û binirxîne. Parêzeran bal kißand ser encama siyasî ya dozê û got: "Doza Öcalan dikare alîkariya pêvajoya demokratîkbûna Tirkiyeyê bike. Kêßeya sereke û acîl a Tirkiyê kêßeya kurdî ye, heta çareseriyeke demokratîk û aßtiyane ji vê kêßeyê re neyê peydakirina tu pirsgirêka Tirkiyeyê çareser nabe û îro çareseriya kêßeya kurdî jî girêdayî Öcalan e." Pißtî daxuyaniyê li ser pirsên rojnamegeran, parêzeran da zanîn ku ewê ji bo astengkirina pêkhatina biryarê her riya hiqûqî biceribînin û serî li DMME'yê jî bidin. [AW79A2] Reaksiyon Hizbî Demokratî Kurdistanî Îran PDK-Î daxuyaniyek li ser biryara der barê Serokê Gißtî yê PKK'ê Abdullah Öcalan de belav kir û ew biryar bi tundî ßermezar kir. Di heman daxuyaniyê de ji raya gißtî ya cîhanê hate xwestin ku zorê bidin Tirkiyeyê da ku vê biryara neheq bi ßûn ve bigire. Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: "Em ji hemû dostên mirovahiyê dixwazin ku di ßûna darvekirina Öcalan de zorê bidin Tirkiyeyê ku bi nûnerên gelê kurd re li dora maseyê rûnin, bi wan re dest bi gotûbêjan bike." PDK-Î di dawiya belavoka xwe de ji hêzên neteweyî dixwaze ku ji bo rakirina zilma li ser gelê kurd xebatên xwe gur bikin. Her wiha Platforma Hêzên ßoreßger ên Yekbûyî û Partiya Sosyalîst a Kurdên Sûriyeyê jî bi daxuyaniyên xwe biryar ßermezar kir. Sazî û komeleyên Kurdistanî Hereketa Îslamî ya Kurdistanê, Yekîtiya Elewiyên Kurdistanê, Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê, Xwendekarên Kurdistanê, Yekîtiya Êzidiyên Kurdistanê û Înstîtuyên Kurdî yên li welatên cur bi cur biryara der barê Öcalan de ßermezar kir. Di daxuyaniyên saziyên kurd de hate diyarkirin ku gelê kurd vê biryarê nas nake. Her wiha ji raya gißtî ya kurd hate xwestin ku hißyar be. Bo nimûne, di daxuyaniya Yekîtiya Êzdiyên Kurdistanê de hatiye gotin ku ev biryara Îdama gelê Kurdistanê ye. Di daxuyaniya YÊK'ê de hatiye diyarkirin ku dijmin heke hesabê xwe dubarekirina dîrokê dike, xwe dixapîne, lewre serokatiya tevgera nû naßibe yên berê. Her wiha di daxuyaniya Înstituya Kurdî ya li Berlînê de jî bang li raya gißtî ya cîhanê ya aßtîxwaz tê kirin ku jiyana Öcalan bê parastin. HADEP Cîgirê Serokê Gißtî yê HADEP'ê Osman Özçelik li ser biryara der barê Öcalan daxuyaniyek weßand. Di vê daxuyaniyê de hatiye gotin ku ev biryar dê xizmetê ji aßtiyê re neke û bibe sedema gurbûna ßer û pevçûnê. Di dûmahîka daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku di vê heyama ku li hemû cîhanê cezayê darvekirinê ji nav zagonan tê vederkirin û serhißkiya rayedarên tirk a di bicihanîna vî cezayî de dê Tirkiyeyê ji cîhana demokratîk dûr bixe. Her wiha hatiye xwestin ku dewlet bi hestên tolhildanê tevnegere û ji bo pêçana birînan gavan bavêje. Li aliyê din Kovara Özgür Halk û Însîyatîfa Dayikan a Aßtiyê jî bi daxwuyaniyên cuda biryara dardekirinê ßermezar kir. Dayikan di daxuyaniya xwe de diyar kir ku bi vê biryarê dewletê rê li ber gurbûna ßerekî dûvedirêj vekiriye. [AW79A3] Dayikên leßker û gerîlayan bo bersivdayina dengê li Imraliyê bang kir: Guh bidin dengê aßtiyê Bi pêßengiya IHD'ya Stenbolê hefteya borî li BILSAK'ê bi navê 'aßtî û jin' forûmek hate lidarxistin. Li gel dayikên gerîla, leßker, ßehîd, windayiyan; jinên ku li welêt karmendî, rojnamegerî kiriye; hin nivîskar, jinên ji derdorên femînîst, û hwd. beßdarî kir. Forûm bi armanca ku 'fikra aßtiyê bidin guftûgokirin' hate lidarxistin. Alîgirên aßtiyê di çalakiyê de serpêhatiyên xwe vegotin. Olcay Kanlibaß (Kedkara tenduristiyê): Li herêmê karkirin gelekî xeternak e. Karmend dixwazin di nav polîtîkaya aborî, perwerdehî, tenduristû, mirovî de cih bigirin û ßer bidin sekinandin, lê têne kußtin, windakirin, sirgûnkirin. Ez ji Amedê hatim sirgûnkirin. Niha ez nikarim herime Amedê. Ez xwißka ßehîdekî me jî. Gava birayê min hate kußtin, çavên wî derxistibûn. Hîn jî dewlet vî ßerî qebûl nake. ßükriye Çelik: Em ji gundê xwe hatin derxistin. Gava leßker, qoricî û tîman gundê me ßewitand, wan keça birê min a 5 salî avêt nav wî agirî, li ber çavên me ßewitî. Birayê min ßivan bû, leßkeran û qoriciyan îßkence lê kir, canê wî qelaßt, xwîna ku jê diherikî wan pê da vexwarin. Wan digot 'vexwe tu tî yî'. Dîsa jî em bangî hemû dewletan dikin ku dengê me bibihîzin. Em aßtiyê dixwazin, bila Serokê me bidin me. Dayikek: Dewletê gundê me ji erdê û hewa bomberan kir. Em nehê ßevê ji gund derketin. Di rê de zarokên jinên bi hemil ji ber wan çûn. Heywanê me ji ber germê mirin. Ew jî can bûn. Lê em ne poßman in. Bila kußtineke bi hesret û mirineke bi ßeref be. Rojnameger jî dibin hedefa tecawizan Sultan Arikan (Rojnameger): Min li herêmê rojnamegerî kir. Ez bi gelek zor û çewsandinan re rû bi rû mam. Li min hate tecawizkirin. Îro ez zanibim ezê dîsa bême tecawizkirin, ezê dest ji vê têkoßînê bernedim. Dayikekek mêrê hatiye kußtin: Ez bi hesreta ewladekî bûm. Paßê çêbû. Leßkeran gava girt ser mala min nehißt heya nîvê ßevê ez ßîr bidim wî. Leßkeran her roj ez digirtim, dibirim Qereqola Kerboranê, tecawizî min dikir. Ev dewlet wê çawa bersiva van tißtan bide. Lê dîsa namûsa mezin welat e. Ez dîsa bi însanên xwe, bi welatê xwe serbilind im. Lê dîsa jî ez wê rojê ji bîr nakim. Em nizanin laßên zarokên me, laßê mêrê me li ku derê ne. Asiye Dogan: Îro ji malbata min hejmara girtî, kußtî, winda, ßehîd, gerîla di ser pêncî re ye. ßikir ji Xwedê re serê me ne di ber me de ye. Bila di ber Serokê me de herin. Em tu car poßman nabin. Ma xêrek di vê xwînê de heye? Ku aßtî nebe wê dinya xira bibe. Derdê me yê mezin aßtî ye. Emine Duman: Dibêjin, 'însanê ku aßtiyê dixwaze, ew gelekî baß e, yê nexwaze ya dîn e, ya cînawir e. Ji ber vê ye ku dayik ewqasî ji Serokê xwe hez dikin. Em 'bariß'ê dixwazin. Malbatên leßkeran: 'Ne Apo, dewlet dike' Diya leßkerekî: Em dizanin ßerek heye, ev çend sal in didome. Lîder li ser qoltixên xwe rûnißtine. Ew zarokên xwe naßînin. Lawê min li Çanakkaleyê leßker bû. Derb li pißta wî xistin û ew sewsî bû. Bila li ser zarokên me polîtîkayê nekin. Êdî bila xwîn nerije. ßer bes e. Dewlet dibêje Apo dike, lê dewlet dike. Çimkî ew bi hêz e. Apo ew hemû nekußtin. Dewlet zarokên me bi darê zorê dißîne nav ßer. Çima tirk vê fêm nakin. Îro lawê min ji ßer reviyaye, hatiye. F.A (diya leßkerekî): Lawê min li Ispartayê leßker bû. Dewletê ew kußtibû lê ji me re digot 'întixar kiriye'. Wan laßê wî ji me re anî. Lê, ez bawer nakim ku kurê min întixar kiriye. Ezê çawa li wan amin bibim. Em sax teslîmî wê dikin, ew mirî ji me re tîne. Ev rûreßiya dewletê ye. [AW79A4] "Zarok bi dadê, babo re Bijî Apo dibêjin" Di van 15 salên ßerê qirêj ku dewleta tirk li ser kurdan dimeßîne de, dayikên kurd, bi baran êß û jan kißandine. bêguman gava dor bê ser dayikên kurd, fikir û daxwaza wan hemûyan yek e. Dawî li ßer anîn..... aßtî......serbestberdana serokê wan; Abdullah Öcalan. Lê, her çiqas daxwaza wan dayikan yek be jî, her dayik bi serê xwe qêrînek e, hawarek e, her dayikek êßek e, janek e. Dayik, "serpêhatiyên xwe, êß û janên xwe bi mehan, bi salan bêjin naqedin." Li darê dinyayê tißtên nedîtî, hatine serê wan. Kußtin, mirin, ßewitandin, maltalanbûn, serjêkirin, daleqandin, îßkenceya bi her cureyî, dest û ling jêkirin, guhjêkirin, kußtin; qetlîamên bi gazên kîmyewî, tecawiz, hin ji serpêhatiyên wan in. Belê tißtên nedîtî; ji ber ku ev bûyerên qirêj ji kirinên Hîtlerê navdar! jî borîne; ji ßerê Vîetnamê jî borîne. Ma li çend deverên dinyayê li rojnamegeran tecawiz hatiye kirin? "Divê van êß û janan hemû dinya bibihîze. Divê vê yekê hempîßeyên Hîtler jî bibihîsin." Hefteya borî, berî qerara dawîn a li Imraliyê, dayikan, dayikên ku ev bûyer jiyane, bi pêßengiya Komeleya Mafên Mirovan forûmek li dar xist. Di vê forûmê de li gel dayikên ku ji 'Dayikên ßemiyê' têne nasîn, wekî Tomris Özden, Pervin Buldan, Emine Ocak, Hanim Tosun û hwd.; dayikên ku heya niha kesî navê wan nebihîstiye, dayikên serdanpê ji ßer bandor girtiye, cî girt. Li gel wan, dayikên leßkeran êßa dilê xwe, "ku ew her tißtî di lê xwe de dijîn", anî zimên. Çawa ku rojên cejnan cendekê lawên wan bi ser wan de hatiye. Dayikan, hevalan, yaran, ßahidiya xwe ya ßerê qirêjî anî zimên; qîriyan, wan sedema pêwîstiya rawestandina ßer, pêkanîna aßtiyê anîn zimên. Bangî dewletê kirin, da ku bersivekê bide 'Dengê li Imraliyê' û çareseriyeke demokratîk pêk bîne. Lewre "ku ßer neyê xilaskirin, wê gurtir bibe, xurtir bibe. Çawa li ser Kosovaya ku ji 2 milyonî pêk tê disekinin, divê li ser kurdan jî bisekinin". Lewre divê li van dengan bê guhdarîkirin: "Berê doza me, tenê kebanîtiya malê, çêkirina zarokan bû. Lê niha em hißyar bûne. Em dost û dijminê xwe dinasin. Em zimanê xwe, kultura xwe, Serokê xwe dixwazin. Zarokên me yên nû dest bi axaftinê dikin, bi peyva dadê, babo re 'bijî Serok Apo' dibêjin. Apocîtî ketiye rihê me, ketiye rihê zarokên me, di hundirê me de meyaye. Tu kes, bi tu cureyî nikare me ji vê fikrê vegerîne." [AW79A5] Ragib Zarakolu: Ger kurd qezenc bikin, wê herêm qezenc bike Divê federasyoneke herêmî bê avakirin Em pêßîn li ser Doza Öcalan bipeyivin. Dozê, çi bi we da fikirandin? Di pêvajoya Romayê de kêße hate radeya tevkujî û hevkujiyê, lê kurdan dîsa fedakarî kir. Kurd divê wekî berpirs û tawanbar neyên darizandin. Di kêliyeke xeternak de mafên xwe yên hebûnê diparêzin. Divê li gorî vê bê tevgerîn. Ev ne teslîmiyet e, ne jî xwe vekißîn e. Her dem polîtîkaya reel di dîrokê de bo xwe cih peyda kiriye; ya Öcalan jî polîtîkaya reel e. Wekî mînak; di sala 1918'an de Rusya û Almanya yê peymaneke aßtiyê girêda, herkesî got Rusya teslîm bûye. Lê bi saya wê peymanê yekîtiya Sowyetistanê, di navbera du salan de, bu sedema xwesazkirin e. ßoreß bi saya vê peymanê li ser piyan ma. Kurd û polîtîkaya reel wê çawa li hev bikin, wê ne dijwar be? Rast e, dijwar e, lê kurdan mesaja xwe wergirt. Kurd jêhatî ne, dikarin. Ji ber ku gelek tißtên dijwartir bi serê kurdan hatine. Kurd dikarin bi Süleyman Demirel re li hev rûnin? Bi vê dewletê re zîhniyeta lihevrunîßtina masayê bi pêß neketiye. Lê ya herî girîng hebûna mirovan e. Divê em bi nasnameya xwe, dinya xwe ava bikin û bi wan bidin qebûl kirin. Baß e. Eger xwendekarên Ahmet Altan bên ser kar... Fersendeke mezin e. Ger mirov bikaribe wan dînazoran tasfiye bike, bi ciwanana re danîna peymanê hêsan e. Bi kurtasî danûstandina bi ciwanekî MHP'yî re, ji ya bi Demirel re gelekî hêsan e. Hûn qala xeyalan dikin. Gengaze ku xeyala Öcalan wekî ya Mandela pêk were? Belê. Xeyal, proje û pêßnûma ne. Berê, kêmasiya kurdan ya herî mezin jibîrkirina xeyalan bû. Niha kurd dizanin xeyalan bikin; 20 sal in ku xeyala ji tunebûnê ber bi hebûnê ve kirin. Gelekî serkeftî ne. Di nava kurdan de serjimara ciwanan niha zêde ye. Ew xewn û xeyal êdî ketin mêjiyê wan ciwanan. Pêvajoya darizandina Öcalan, bandoreke çawa li helwesta qedexekar kir? Dadgeh, nîqaßkirina kêßeya kurdan jî dixe rojevê. Li aliyê din, Tirkiyeyê giloka ku ji êgir pêk dihat xiste nav lepê xwe, lê niha desê wê pê dißewite. Xweparastina Öcalan kozên di destê Tirkiyeyê de di avê de birin. Kurd bi ßîdet û cudaxwaziyê dihatin tawanbarkirin. Niha kurd dibêjin, 'Werin em ßîdetê rawestînin û parçe nebin, hûn çi dibêjin?' Lîberalekî ANAP'ê jî nikare vê pêßniyarê bipejirîne. Pißtî vê yekê gav neyên avêtin, berxwedana kurdan wê meßrû be. Berpirisyarî wê dualî be. Vê dawiyê dîsa meseleya çareserî û demokrasiyê de di rojevê de ye. Bi baweriya we Tirkiye ji dil dixwaze ku xwe demokratîk bike? Bi awayekî fermî ev tê gotin. Muhatabê me jî ev gotin in. Ku bixwazin demokrasiyê ava bikin, divê Kêßeya Kurd çareser bikin. Li Amerîkaya Latîn hîn ßer didome, li Irlandayê jî heman tißt rû didin. Lê di deh salên dawîn de gavên aßtiyane hatin avêtin. Ev di Kêßeya Kurd de jî mimkûn e. Kêßeya Kurd ne tenê ya Tirkiyeyê, di heman demê de ya Rojhilata Navîn e. Kurd wekî Polonya kevin li ser sê cografyayên ji hev cuda dijîn. Kurd di navbera sê hêzan de ne.Tirkiye dixwaze ber bi demokratîk bunê ve here, lê kêße rê nade. Bo serkeftin û yekîtiyê pêdiviya kurdan bi çi heye? Bi kurtasî bo kurdan dê demokrasî çawa pêk were? Dema tu ji bo xwe demokrasiyê ava dikî, di heman demê de tu ji bo kesên din jî demokrasiyê ava dikî. Tirkiye jî dixwaze bibe welatekî demokratîk. Kurd çiqasî li ber xwe bidin, têkoßîna demokrasiyê jî bi qasî wê berxwedêr û xurt dibe. Her wiha têkoßîna kurdan di demokratîkbûna Tirkiye û Iranê de jî rolekî mezin hildigire. Lewre kêße jî, mimkun e ku bi pêßnûmayên (tasari) herêmî were çareserkirin. Ji bo vê yekê jî, divê xewn û xeyalên me gelekî mezin bin. Hêvî û daxwaz, niha, bi xeyalperestiyê diçin serî. Ji bo Mandela jî we heman tißt gotibû? Belê. Kurdan riya yekbûna herêmî, ku yek ji trent û navgînên pêßketina cîhanê ye, vekir. Ger kurd nikaribin, ji faris, ereb û tirkan veqetin û di nava xwe de yekîtiyeke saz bikin, ma çima nikaribin yekîtiyeke herêmî di nava ereb, faris û tirkan pêk bînin? Gelo hûn qala federasyoneke herêmî dikin? Belê. Kurd dikarin bibin çavkaniya, pêngava aborî ya herêmî, çavkaniya pêßketina herêmê, çima kurd nebin sedema afirandina projeyên bo çareseriyê? Ger Tirkiye nikaribe bibe federasyon, bila herêm bibe federasyon. Bila Federasyona Rojhilata Navîn bê avakirin. Divê me xeyala hin tißtên din jî bikin. Divê em jî li dijî projeyên desthilatdaran projeyên xwe pêßkêß bikin. Ger Israil Amerîka û Tirkiye li gorî xwe dixwazin, yekîtiyeke herêmî pêk bînin, divê projeyên le jî li hemberî vê yekê projeyên herêmî bin. Bi parçebûnê çareserî ne mimkûn e. Divê projeya alternatîf bê danîn. Dilê yekî bi xizaniya projeyên herêmî yên vê cografyayê diêße. Ji ber ku warê ol, çand û hunerê ye û di dîrokê xwedî cihekî gelekî taybet e. Em bêne ser DYA'yê. DYA'ê di Amerîkaya Latîn de kêße çawa çereser dikirin. Di warê kêßeya kurdan de wê helwesteke çawa wergire? Berî her tißtî DYA dualî tevdigere; ji bo ku nearamî û alozî pêk neyê û li ber çavê gelan reß nebe, rê li ber hêzên polîtîk ên Amerîkaya Latîn negirt. Ev projeya Amerîkayê ya yekbûna herêmê ye jî. Divê mirov ji Amerîkayê bipirse: Belê. We pißtgiriya hêzên latînî nekir, lê we rê jî li ber wan negirt, we ji bo çareseriya kêßeyên bi vî rengî, mekanîzmaya Neteweyên Yekbûyî bi kar anî. Kêßeya kurdan jî, kêßeyeke herêmî ye, çima hûn mekanîzmayên NY, ji bo çareseriya vê kêßeyê bi kar neyinin? Çima hûn bi taybetî beramberî hevalbendên xwe vê mekanîzmayê naxebitînin? Ev dubendiyek e. Gelo sedema wê PKK ye? Belê. Berjewendiyên îdeolojîk ên DYA'yê ji aliyê PKK ve têne berbendkirin. Amerîka îdia dike ku wê rêxistinên sosyalîst avêtiya sergoya dîrokê. Lê PKK tevgereke sosyalîst e; berî her tißtî xwedî bernameyeke civakî ye. Ger ne wisa bûya, dibe ku Amerîkayê qet eleqeya xwe jê neanîba. Amerîka PKK'ê wekî rêkxistineke xeternak bi nav dike. Öcalan direvîne dide Tirkiyeyê; dibêje mesêlê çareser bike. Ev tê çi wateyê? Kompleyeke bi plan û hesap heye: yek, îlankirina serketina hikûmeta tirk, ev tê wateya xelatkirinê; dudo pelißandin û ßkênandina vê "hêza xeternak"; sisê, ger bikaribe vê hêzê ji holê rake, bi hêsanî dikare karta kurdan, bi kêfa xwe bi kar bîne. Ango dil dikin PKK tasfiye bikin? Belê. Xebat û têkoßîna wan li ser vê yekê ye.Ev kompleyeke mezin e, tasfiye jî berdewama wê ye. Ev komplo, bi tenê, wê bi hevkariya kurd û tirkan bê ßkênandin. Jixwe Öcalan jî vê yekê dibêje. Beramberî hevkariya kurd û tirkan wê hêzên navneteweyî kartên xwe çawa bi kar bînin? Kes polîtiyeke yekdeng, di jeopolîtîkaya îroyîn a cîhanê nameßîne. Ger di nava kurd û tirkan yekîtiyeke xurt pêk were, destdirêjî pêk nayê. Hêzên navneteweyî wê vê yekê bipejirînin. Ereb wê modeleke çawa bipejirînin? Axa ereban ji ber baweriya wan pîroz e. Lê serdestiya polîtikayên Amerîka û Ewrûpayê, yên li herêmê, wan dudil dike. Ji ber ku li dijî berjewendiyên wan e. Her çend hinek mafên kurdan hatine dayin jî, di vê meseleyê de, ereb hinekî xwe didin alî. Lê ji bo serdestiya polîtikayên xwe, ew jî wê di pêßerojê de bi kurdan re têkiliyê deynin. Ew jî, wê bi erk û karîna kurdan ya ku pêk were, biçe serî. Wekî dawîn bi riya rojnameyeke kurdî dixwazin çi ji gelê kurd re bêjin? Cesareta gelê kurd hêvî da me. Ji ber fedekarî û nefsbiçûkiya vî gelî, berê min di nivîseke xwe de gotibû, divê her kes laîyîqî vî gelî be. Ji ber ku wan her tißtê xwe daye; dilê xwe vekiriye û tißtê ku jê bawer kiriye, xizmeta xwe jê kêm nekiriye. Ew, wê gelê tirk jî biguherîne. Ez dixwazim vê helwesta xwe bidomîne. Dema wan qezenc kir, emê jî qezenc bikin. Asta têkoßînê têkçûna rejîmê ye Hûn dostê gelê bindest in. Bi taybetî jî dostaniya we ya bo kurdan ji ku tê? Ez li Stenbolê ji dayik bûm. Li Stenbolê min gelên hindikahî nas kir; kesên din yên li Stenbolê xwedî baweriyeke cuda bûn. Wekî malbatî, têkiliyên me bi wan re hebûn. Dîsa ji ber perwerdehiya malbatê, min dijminatiya hindikahiyan nekir. Min, bi saya hevalên me yên kurd, fersenda naskirina kurdan bi dest xist. Wan jî gelê xwe bi min baß dane naskirin. Hingî Edip Karahan hebû, min ew baß nas dikir; pirtukxaneyeke wî hebû. Hîn 17 salî bûm. Wekî din çi tê bîra we? Ismail Beßikçi hebû. Pirtûkên wî hîn nû derketibûn. Lê bi xwendina nivîsên Beßikçi, haya min ji kurdan çêbû.Li derûdora me kesên kurd hebûn, lê wan nasnameya xwe vedißart. Bi tenê haya min ji nasnameya malbatekê hebû, ew jî malbateke memûr bû. Min ew nedîtin, lê herkesî digot ew kurd in. Rasterast, min di sala 1960'î de kurd nas kirin. Çûme Colemêrgê, bi qasî mehekê li wir mam. Me li ser Zapê Pira Ciwanan (Gençlik Köprüsü) çêkir. Em ne tenê bo çêkirina pirê çûbûn; di heman demê de em civaknas bûn, me ji Ismail Beßikçi bandor jî wergirtibû; hinek hevalên me, tenê bi karê çêkirina pirê rabûn, ez û çend hevalên din jî ketin nava civakê. Me xwest em çend xebatan pêk bînin, lê ji aliyê dewletê ve xebatên me hatin astengkirin. Gotin, 'Hûn bi tenê dikarin bi karê pirê re mijûl bibin.' Di wê navberê de gelek gundî hatin serdana me. Em jî çûne gundê ßawata û li çend gundên din geriyan. Me di wê gera xwe de dît ku bi rastî ev der cografyayeke cuda ye. 1970'î de li Amed, Riha û li gundên derûdora wan geriyam. Wê demê me lêkolîneke civakî ya bi navê 'Li Kurdistanê Destpêka Têkiliyên Hilberîna Kapîtalîst û ßêweyê Guherîna Wan' dikir. Wê demê, êrîßên komandoyan nû dest pê kiribû. Me dît ku darbeya sala 1971'an ya 12'ê Adarê salek berê hatiye wê derê. Me pißtgiriya hevalên ji DDKO'yê dikir û me rapor amade kirin. Em cîranê hev bûn. Komeleyeke me hebû; Komeleya Lêkolîna Rastiyên Civakî (Toplumsal Gerçekleri Araßtirma Dernegi). Komele ji civaknasan pêk dihat. Ew jî ketin avahiya ku em tê de bûn. Pißtî wê yekê têkiliyên me germtir bûn. Bi kurtasî ji 1965'an pê ve min rewßa gelê kurd gelekî baß dît û nas kir. Hûn rastî cudatiyên çawa hatin? Çand, ziman, muzîk û gelek tißtên din. Muzîka kurdî, xwesertirîn (özgün) muzîka cîhanê ye. Ev yek ji aliyê gelek otorîteyên muzîkê ve jî tê gotin. Wekî mînak; bestekarê ermenî Komîtas, di destpêka sedsala derbasbûyî de, dema muzîka ermenî ya Anatoliyayê berhev dikir, ji muzîka kurdî jî gelek tißt berhev kiribûn. Wî gotibû, muzîka kurdî xwedî taybetmendiyên xweser e. Mixabin di salên 1915'an de digel muzîka ermenî tißtine din jî winda bûn. Dîsa mixabin, di pißaftina 75 salan de, ji ber ßer û rûdanên din, beßeke mezin a çanda kurd winda bû; hate talan û tunekirin. Diyar e muzîk û çand baß bala we dikißîne... Jixwe, ji ber ku bi muzîkê re elqedar dibûm, bala min kißandibû. Pißtî ku çûme Kurdistanê, ez bûm mêvanê serokeßîran; me bi hev re xwarin xwar, sohbet kir û li stranan guhdarî kir. Bo min pêvajoyeke zor bikêr û sûdewar bû. Ji hingî heta îro di civaka kurdan de ci guherîn pêk hatine? Di salên 60'î de pißaftinê têsîreke xurt li kurdan kiribû. Bi taybetî li ser ciwanan ev yek baßtir dihate dîtin. Balkêß e, dema ku lawikên wan bi kurdî dipeyivîn, malbatê wan ji wan re digot, Kurtçî. Girseya ku di nav pergala bajêr de bi cih bûbû, ji zimanê xwe fedî dikir û berê xwe dida tirkî. Lê di nav van 30 salên dawîn de, her tißt berevajî bû. Êdî ne bajaran, gundan nûnertiya kevneßopiya kurdan kir. Dîsa ne mêran, jinan ev bar hilgirt. Girseya ciwanan berê xwe da xwendinê û her wiha pêßketinên di warê zanabûna neteweyî de û li Kurdistanê pêßketina danûstandinên kapîtalîst, lez da netewebûnê. Baß e. Di hißyarbûna neteweyî de û rêlibergirtina asîmîlasyonê de rola PKK'ê çi ye? ßerê pißtî salên 1984'an di tekîliyên civakî de ßoreßek pêk anî. Edî tu tißt ne wekî berê ye; hemû têkîliyên civakî serobûno bûn. Li aliyê din di encama ßer de kesên ku koç kirin, bi xwe re çanda xwe ya otontîk, bar kirin bajaran. Serjimara (nifûs) bajarên kurdan zêde bû, bi vê yekê tekîliyên feodalî vemirîn. Bi baweriya min di nava 15 salên dawîn de çanda kurd bêhtir kemilî; ev pêvajo berî salan 84'an dest pê dike. Di wan salan de, kurdan di nav çepgirên tirk de cih girt. Di sala 1971'an civanên kurd di darizandinên wê demê baßtir ditîn ku nasnameya wan tê çewisandin û beramberî kirinên cuda ne. Vê yekê jî rê li ber pêßketina hestên neteweyî vekir. Di pêvajoya têkoßîna girtiyên Amedê de ev yek zelaltir tê dîtin. Nasnameya tirk, di girtîgehan de, dibû navgîna çewsandina nasnameya kurd; li ser dîwarên girtîgeha Aeadê dirûßmeyên wekî "Bi tirkî bi axive, pir biaxive" dihatin nivisîn. Dayikên girtiyan bi tirkî nizanîbû, lê kurdî qedexe bû. Kesên ku bi kurdî diaxivîn, beramberî îßkenceyên xedar diman.Vê yekê di warê hißyarbûna neteweyî de bandoreke erênî li girtiyên kurd kir. Nasnameya kurdî di Girtîgeha Amedê de ji dayik bû. Di darbeya 12'ê rêzberê de 600 hezar kes hatin girtin, 50 kes hatin darvekirin. Dawiyê de darbe bi ser ket. Lê serkeftineke çawa ye, ku pißtî salekê Raperîna Dihê û ßemzînanê li dar ket. Ev rûpeleke nû ye; li Kurdistanê darbe dihate wateya têkçûn û skeßtinê. Têkoßîna ku bi komekê dest pê kir, gihîßte radeya serhildanan û hißyarbûna bajarîbûnê û her wiha cerdevan jî di nav de, di van 15 salan de, di civakê de hißyarbûneke mezin ya neteweyî pêk hat. Ev asta têkoßînê ji aliyekî ve tê wateya têkçûn û ßkestina rejîmê. Gelo ßîdet bikêra kurdan hat? Ev wekî sezeryanê ye; bi darê zorê pêkhatina jidayikbûnê ye. Hem dewlet, hem jî hinek hêzên kurdan yên li dijî hißyarbûna neteweyî, li dijî ßîdetê derdikevin. Dibêjin, 'Bi ßîdetê ne mimkûn e ku aßtiyeke pêk were.' Lê dewlet van hêz û muxalîfan jî napejrîne; wekî Elçi û Burkay. ßeraffettin Elçi û Kemal Burkay bi xwe qurbanê ßîdetê ne. Elçi beramberî rêbazên îßkenceyên taybet ma. Tevgera Burkay jî girseyî bû, lê di 1980'an de hate ßkênandin. Lewre ew di nava nakokiyê de ne û nelihev in. Beravajî wê yekê, kurdan çi bi dest xistibin, di dema berxwedanê de bi dest xistin; di 90'î de kurdan bi serhildanan mafên xwe bi dest xistin; qedexekirina li ser kurdî di 91'ê d,e di pêvajoya serhildanan de ji holê rabû. Tevî vê yekê vî ßerî ji aliyekî ve demokrasiyeke fîlî derxiste holê. Kesên ku di vî ßerî de rasterast wekî aliyê ßer xuya dikirin, di wê demê de, wan derfeta xwe îfadekirinê dît. Di wê demê de qedexeyên li ser partiyên sosyalîst û komunîst hatin hilanîn. Ji aliyekî ve encama ßer pêkhatina demokrasiya fîlî ye. Ez bo wê 'demokrasiya ßer' dibêjim. Ger di ßer de têkçûn û ßkestin pêk were, bi têne kurd têk naçin; wê kesên ku ji vê demokrasiya kêm sûd wergirtine jî têk biçin. Di ßkênandina Serhildana ßêx Seîd de, bi tenê kurdan bedel neda. Partiyên sosyalîst û komunîst hatin girtin, partiya lîberal û rojname hatin girtin. Îro, dema têkçûnek pêk were, digel kurdan, wê hemû muxalîfên rejîme têk biçin û bipelißin. [79A6] Cîhanê Tirkiye ßiyar kir Dengvedana biryara DGM'ê Roja 29'ê pûßpera 1999'an her wekî ku gelek kes li bendê bûn DGM'ya Enqereyê ya duyemîn cezayê îdamê li Serokê Gißtî yê PKK'ê Abdullah Öcalan birî. Vê biryarê li cîhanê gelekî deng veda û di çapemeniya cîhanê de bû sernûçe. AP Ajansa Nûçeyan AP'ê biryar di bin sernavê "Tirkiye ji ber cezayê kußtinê hate îqazkirin" cih da bûyerê. Di nûçeya ku ji hêla Anne Thompson ve hatiye amadekirin de, hatiye diyarkirin ku hikûmetên dewletên Ewrûpayê Tirkiye ji ber cezayê mirinê îqaz kiriye. Li gorî nûçeya ajansê, digel Konseya Ewrûpayê welatên wekî Almanya, Swîsre û Norweçê jî ji Tirkiyeyê xwestiye ku cezayê îdamê pêk neyine. Di nûçeyê de van gotinên rayedarekî wezareta karê derve yê Almanyayê Ludger Volger cih girtiye: "Heke Tirkiye dixwaze bikeve nava Ewrûpayê divê xwe nêzî pîvanên Ewrûpayê bike û di nava van pîvanan de jî rakirin an jî bicihneanîna cezayê mirinê heye." Her wiha di nûçeyê de çalakiyên protestoyî yên kurdên li derveyî welêt jî cih girtiye. Hatiye gotin ku kurdan li Berlîn, Moskova, Amsterdam û Kibrisê meß û xwepêßdan li dar xistine. Li pey agahiyên nûçeyê, kurdek beßdarî bernameya televîzyona Hollandî bûye û bo Öcalan wiha gotiye: "Ew bavê min e, diya min e, diwaroja min e, hemû jiyana min e." Dîsa li gorî agahiyên di nûçeyê de Wezîrê Karê Hundirîn ê Almanyayê Otto Schily jî ji kurdan xwestiye ku li benda biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê bin û nebin sedema bûyerên trajîk. Reuters Ajansa Reutersê jî biryara dadgehê di zûtirîn katê de ragihandiye aboneyên xwe. Her wiha di nûçeya vê ajansê de jî digel agahiyên li biryarê gotinên Otto Schily cih girt. Li aliyê din hate ragihandin ku Serokê Partiya herî mezin a di nav hikûmeta Îtalyayê de Walter Veltroni jî biryar wekî gaveke sosret bi nav kiriye û bangî hikûmetên Ewrûpayê kiriye ji bo rizgarkirina jiyana Öcalan û çareseriya kêßeya kurd xebatê bikin. Di nava nûçeya ajansa navborî de daxuyaniya ERNK'ê û gotinên Öcalan ên berî biryarê jî cih girtiye. Li gorî ajansê Öcalan gotiye: "Ez tawanbariya xiyaneta ji welat re napejirînim, ez bawer im min ji bo yekîtiya erdnîgariyê û jiyaneke azad têkoßîn daye." Di nûçeyeke ßîroveyî ya Reutersê de ku ji hêla Steve Bryant ve ji Êlihê hatiye ragihandin jî hatiye daxuyandin ku biryar ne bi dilê gelê vî bajarî ye. Di nava nûçeyê de dîtinên gelek kesên ji vî bajarî cih girtiye. Bo nimûne: "Li qehwexaneyekê ciwanek li ber televîzyonê ye li malbatên leßkeran ên ku digirîn temaße dike û vê pirsê dike: 'Ma ßehîdên me jî nîn in?" Di ßerê ku 14 sal in didome de ji 29 hezar kesên ku hatine kußtin de gelek kes gerîla ne. Gelek kesên din jî wekî vî ciwanî bawer in ku bidarvekirina Öcalan dê tißtekî çareser neke û ew didin zanîn ku kêße bi qedexekirina zimanê kurdî di warê weßanê de dijwartir bûye. Mirovekî ku tesbîhê dikißîne û tesîsatên avê çêdike, dibêje: 'Ev ne kêßeya Apo ye, ev kêßeya kurd e. Bi hezaran Apo hene.' Jineke sergirtî dibêje: "Wî tu sûc nekiriye." Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku li kolanan Stenbolê helwesteke cuda heye. Di nûçeyê de gotinên Serokê Belediyeya Êlihê jî cih girtiye, wî daye zanîn ku biryareke bi vî rengî kêßeyê çareser nake, berevajî vê yekê rê li ber gurbûna ßer û pevçûnê vedike. BBC Ajansa BBC'yê jî bi berfirehî li ser biryarê rawestiya û bûyerên li ser darizandinê û dengvedana biryarê ragihand cîhanê. Digel nûçeyên li ser biryarê, nivîskarê BBC'yê Ralph Boulton roja 29'ê pûßperê li ser biryarê nivîseke analîzî darijtiye. Di nivîsê de bi giranî li ser helwesta tirkan hatiye rawestandin. Ev gotinên diya leßkerekî ku di ßer de hatiye kußtin, hest û ramanên tirkên ßerxwaz baß ßîrove dikin: "Heke wî bi dar ve nekin, ezê xwe bavêjim behra Marmarayê." Lê di nivîsê de dîtina kesên li dijî darvekirinê bi giranî cih girtiye. Bo nimûne, Serokê Înstituya Polîtîkayên Derveyî Yüksel Söylemez gotiye, darvekirina Öcalan li berjewendiyên Tirkiyeyê nayê. Her wiha gotinên Gerînendeyê Weßanê yê Radikalê Mehmet Yilmaz jî bi berfirehî di nava nivîsê de cih girtiye. Yilmaz jî li dijî pêkanîna biryarê ye. Dîsa di nivîsê de hatiye gotin ku gelek karsazên tirk jî li dijî pêkanîna biryarê ne, lewre pêkanîna biryarê dê 'ji cîhana demokratîk' dûr bixe û bandoreke neyinî rewßa aborî bike. [AW79B1] Ew kete hembêza axa welatê xwe Bengiyê 'Ey Reqîb' ßehîd Urfî Aksakal di çalakiya bo V.Aydin de hate kußtin Pûßpera sala 1991'ê bû. Di navbera Lice û Darahênê de, li Geliyê Azgilêr, di encama ßerekî dijwar de, di nav de 6 keç û 4 xort, 10 ßervanên ARGK'ê ßehîd ketibûn. Cenazeyên deh ßervanan li çola xwedê, li ber kelegerma havînê bêxwedî mabû. Ev nûçe, di demeke kurt de, li hawîrdor û li navenda Amedê belav bûbû. HEP hîn nû li Amedê ava bûbû. Li partiyê, li ser ßehîdketina van ßervanan, gotûbêjên dûvedirêj hatin lidarxistin. Dawiyê bi pêßengiya Serokê ßaxa HEP'ê ya Amedê, qerar hate dayîn ku herin cenazeyên xwe bînin. Di nava bîst û çar saetan de, bi sedan wesait, welatparêz û endamên HEP'ê, tevî konvoya ku li çaterêya Amed-Liceyê li benda wan bû, ber bi Darahênê ve bi rê ketin. Ev cara yekem bû ku gel li cenazeyên ßervanên azadiyê, wisa bi rengekî eßkere, xwedî derdiket. Girseya mezin li navenda Darahênê sekinî. Girseyê, bi pêßengiya gundiyên herêmê, cenazeyên deh gerîlayan girt û ber bi Lice-Amedê ve bi rê ket. Li Liceyê li nava Goristana Kaniyasipî gor hatin kolandin û peyre jî cenaze hatin hilanîn.Pißtî ku Vedat Aydin axaftinek kir, ji bo xwendina Marßa Netewelî "Ey Reqîb" bang li girseyê kir, da ku kesên dizanin Marßa Neteweyî bixwînin. Lê belê tevî Aydin tenê sê-çar kesî dikarîbûn sirûda neteweyî bixwînin. Urfî jî, ji serî heta dawiyê, di nava vê tevgerê de bû. Gelekî biheyecan û dilcoß bû. Lê dema Sirûda Neteweyî hatibû xwendin, di dil û hestên Urfî de ßikestinek mezin pêk hatibû. Wî, ev cara yekem bû ku Sirûda Neteweyî bihîstibû. Gelek heyfa xwe li xwe dianî, digot: "Em kor bûne, em lal bûne. Va ye, her tißtê me heye, lê em pê nizanin?!" Hîn ku girse belav nebûbû, Vedat Aydin bang kir ku di sê rojê de dîsa herin ser gorên ßehîdan. Urfî, dotira rojê radibe diçe navenda Amedê. Çiqas kasetfiroß li Amedê hene, yek bi yek li wan digere, dipirse: "Gelo ka 'Ey Reqîb' di kîjan kasetê de ye û kî distirê?" Dawiyê hîn dibe ku di kaseteke ßivan Perwer de heye. Urfî kaseta xwe dikire û berê xwe dide gundê xwe ßêxana Liceyê. Bi sedan caran li kasetê guhdarî dike, heta ku 'Ey Reqîb' bi gotin û melodiya wê ji ber dike. Roja sêyemîn, bi deh hezaran gel li ser goristana Kaniyasipî li hev civiyabû. Dîsa bi pêßengiya Vedat Aydin, Ey Reqîb hate xwendin. Belê, wê demê dengê Urfî jî tevî dengan bûbû. "......Kes nebê kurd dimirin, kurd jîn dibin....kurd jîn dibin..." Urfî, wê rojê ji kêfan lingê wî erd nedigirtin. Digot: "Va ye, ez hîn nû hatime dinê." Pißtî sê roja wan ßehîdan, em bi hev re çûbûn Tatwanê. 1015 roj di pey definkirina ßehîdan re, dema me rojnameya Ülke kirî û xwend, me dît ku di manßeta wê de "Amed de Serhildan" dinivîse. Dema me rojname xwend, em çi bibînin?! Ew Vedat Aydin, ew kewê rubat, ew pêßewayê bêtirs û ßareza. Dijminên hov, bi bêbextî, ew revandine û bi îßkenceyên xedar ew qetil kirine. Li Amedê, di cenazeyê wî de, bi sedhezaran mirov meßiyane. Dijminên hov êrîß birine ser girseya gel, bi dehan kes hatine kußtin û bi sedan kes birîndar bûne. Û em. Em pê nehesiyane. Ji bo cenazeyê Vedat Aydin, ji Pasûr, Farqîn, Amed, Êlih, ßirneq heta ji Cizîrê, ji her aliyî, ref bi ref, welatparêzên tund, ber bi Licê ve bi rê ketibûn. Roja din xeber hat ku girseya Pasûr, li ser pira Çema Pasûrê hatiye gulebarankirin. 12 kes hatine kußtin û bi dehan kes jî birîndar in. Pißtî bihîstina vê nûçeyê, êdî nema sebra gel dihat. Serê sibehê zû, bi hezaran însan li binê Licê, li ser Papûra Pasûr giha hev. Girseya mezin a Farqîn û Amedê jî hatibû heta texta Engulê. Pêßiya girseyê li biniya Licê ji aliyê tîm, polîs û leßkeran ve hate birîn. Bi tankên almanî û bi zerîpoßan dor li girseyê girtin. Vê carê, girseyê berê xwe da navenda Liceyê û ber bi Qonaxa Qeymeqamtiya Licê ve meßiya. Urfi, fanêreyeke ji rengên kesk, sor û zer lê bû. Kefiyeke xeydbelek jî li serê xwe pêçabû û di pêßiya girseyê de dimeßiya. Dema girse gihîßt sûkê, a di wê demê de, ji ser banê qonaxa qeymeqamtiyê, ji ser banê postexaneyê û ji her aliyî ve gule li ser girseyê, ji aliyê tîm, polîs û leßkeran ve hatin barandin. Guleya pêßîn, li defa singê bengiyê Sirûda Neteweyî "Ey Reqîb" Heval Urfî ket. Bi teqîna guleya pêßîn re, ew, wekî dilopê kete xwarê. Bêyî ku tu deng jê derkeve, xwîna sor a Heval Urfî li kolana sûka Liceyê herikî. Wekî barana meha avrêlê, gule û berîk bi ser gel de dibariyan. Dê, weled diavêt. Di encama vê gulebarandina hovane de, tevî welatparezekî bi navê Fahri Beytaß, pêßewayê xwezayî yê gel Heval Urfî Aksakal ßehîd ketin. Heman rojê di tarîtiya ßevê de, li ber roniya agirekî gur û bedew, bi beßdariya bi hezaran gel, li keviya Papûra Lice-Pasûr, li ser girekî biçûk a di nava goristanên gundê ßêxana Licê de, gora ßehîd Urfi hate kolan. Bi stranên "Berxwedan Xweß Doz e", "Xum Xum ji Çiyê Tê", bi govend û tililiyan Heval Urfi kete hembêza axa welatê xwe. Pißtî xwendina telqînê, bi hezaran ciwanên ku heval Urfi sirûda neteweyî fêrî wan kiribû, wan jî li ser gora wî "Ey Reqîb" xwend. [AW79B2] ßoreßê rengê stranên gelêrî jî guhart (Herêm: Mêrdîn) Apo çû seyda berana, serbanyê min lo lo! Di zargotina kurdî beßa stran û klaman de, huner, hezkirin, evîn, daxwaz, ji nav gelek taybetiyên cur bi cur, xwe bi awayekî berbiçav didin der. Hunereke heya tu bêjî bes kûr, heszkirin û evîneke jidil dertê ji devê bêjeran. Daxwazên hezkirin û evînê, bi awayekî pir vekirî tên zimên. Her wiha di stranên gelêrî de hunera ßibandinê û kafîiye jî balê dikißînin ser xwe. Stran û klamên jêrîn jî mînakine ji van in. Ev kilama bi navê 'Seydayê min lo lo', berê bi piranî li ser birayan û hezkiriya wan dihate gotin. Bi piranî jinan an jî xwißkan hezkirina xwe û wekî leheng û egîd dîtina bira an hezkiriyên xwe bi vî awayî dianî zimên. Lê îro (di dema berhevkirinê de jî bal kißand), gava dor tê ser gotina navan, dayik ne navên bira an jî kesekî ji malbata xwe, pêre pêre dixwazin navê Serokê xwe Abdullah Öcalan bibêjin; an jî bilêvkirina navên lehengên jin û mêr ên ku di nav têkoßînê de cî girtine ßehîd ketine, wekî daxwaza wan a yekemîn xwe dide der. Seydayê min lo lo! Ma ew kî çû seyda berana axayê min lo lo Ma ew kî çû seyda berana serbanyê min lo lo Apo çû seyda berana seydayê min lo lo Apo çû seyda berana serbanyê min lo lo Ma ew kî anî tev karbana axayê min lo lo Ma ew kî anî tev karbana serbanyê min lo lo Jiyan anî tev karbana axayê min lo lo Jiyan anî tev karbana serbanyê min lo lo Ma ew kî çû seyda karika axayê min lo lo Ma ew kî çû seyda karika serbanyê min lo lo Egîd çû seyda karika axayê min lo lo Egîd çû seyda karika serbanyê min lo lo Ma ew kî anî tev pelika axayê min lo lo Ma ew kî anî tev pelika serbanyê min lo lo Sema anî tev pelika axayê min lo lo Jiyan anî tev pelika serbanyê min lo lo Karban: Morîkên dest û stûyan (taki) Yar gulî yarid gulî (Bi piranî li tevrik, eßêf û hwd. pale davêjin ber hev û din.) Ez çûm dikana dugulî yar gulî yar gulî yarid gulî Min topek qumaß anî, yar gulî yar gulî yarid gulî Li ber serê kê danî yar gulî yar gulî yarid gulî Li ber serê Egîd danî yar gulî yar gulî yarid gulî Ma ew kî hat û hilanî yar gulî yar gulî yarid gulî Xurbet hat û hilanî yar gulî yar gulî yarid gulî... Ha ava (Ev kilam di dawetan de, gava bûk ji hundir tê derxistin, tê gotin. Kilam bi dorê xîtabî bavê bûk û zavê dike.) Ha ava ava ava Ezîzo malî ava Te çi zû Welat kir zava Lo keko malî ava Ha sûkî sûkî sûkî lo Ferhat malî sûkî Te çi zû Rojê kir bûkî lo keko malî sûkî Hey lê lê wey lo lo! Ez çûme xanî bi xanî, hey lê lê, wey lo lo Ka zerya li ber vî canî, hey lê lê, wey lo lo ßevê din min xewnek dîbû, hey lê lê, wey lo lo Xewn xêr be bi çi ßiklî bû, hey lê lê, wey lo lo Min dît qesrek spî bû hey lê lê, wey lo lo Qesra Îmam Elî bû, hey lê lê, wey lo lo (Stran li gorî daxwazê dikare bên dirêjkirin.) Me da we Wekî di kilama jêrîn de jî diyar e û li gelek deverên welêt ev kirin hîn jî li dar e, li gelek herêmên welêt bo berdêla bûkê qelen dihate standin. Wekî qelen pere, zêr, tißtên lixwekirinê (fîstan, çarî an destmalek) dahl, xanî, sewal (çêlek, bizin, mî û hwd.) dihate dayîn; heta wekî di kilamê de jî derbas dibe tißtên xwarinê; genim, bo sewalan ceh, heta heta rêsiyek an du rêsî jî wekî qelen hatine dayîn. (Vê stranê, gava bûkê ji hundir derdixin dibêjin. Li gorî stranê çarîn dikarin bêne zêdekirin. Bi gotina vê klamê ku bêhtir gava ji 'xerîban' bûkê tînin dibêjin, 'malbata bûkê hêrs dikin'.) Me da we me da we genimê çalan Me ji we stand, me ji we stand jina mala Me da we, me da we bizna kulek Me ji we stand, me ji we stand Ezîza çavbelek Bûkê megrî (Vê stranê gava bûkê ji hundir derdixin dibêjin. Di vir de, xêlî bûkê geh ßa dikin, geh jî digirînin.) Xaniyê bavê bûkê çal a Van dilopan nale nal a Bûkê megrî zava kal a Xaniyê bavê bûkê kanî Van dilopa xan û manî Bûkê megrî zava canî Xaniyê bavê bûkê kort o Van dilopan norte nort o Bûkê megrî zava xort o Bavê bûkê qesr û xanî Birê bûkê qesr û xanî Bûkê megrî zava canî Êvara hinê ye (Ev stran êvara hineya bûkê, li ser hinê tê gotin) Êvara hinê ye hevalê, Êvara hinê ye delalê Hinê di teßtê kin delalê Li simbêlê zavê kin hevalê(2) Li destê bûkê kin delalê(2) Êvara hinê ye hevalê hevalê Êvara hinê ye delalê Bûk derket hewßê ye hevalê Bûk derket hewßê ye delalê Hineka Diyarbekir hevalê Hineka Diyarbekir delalê Nerm kir bi ßîr û ßekir hevalê Nerm kir bi ßîr û ßekir delalê Zava Zava zava zava zava Kekê mino zava Çi zavakê li bin bihokê Kekê mino zava Qutkê wî ji pelê dîrokê Mala Xwedê ava Çi zavakê li ser çiyayo Kekê mino zava Çi zavakê li ser çiyayo Mala Xwedê ava Min go ez bêm û bêm Îßev ßeva teyrokê, belkî ez bêm û bêm û bêm Cîkî deyne li esrokê min go ez bêm û bêm û bêm Ji bo xatirê xewokê min go ez bêm û bêm û bêm Îßev ßeva baranê belkî ez bêm û bêm û bêm Cîkî deyne li hêwanê min go ez bêm û bêm û bêm Bo xatirê razanê min go ez bêm û bêm û bêm Îßev ßeva berfê yo belkî ez bêm û bêm û bêm Cîkî deyne li odê yo min go ez bêm û bêm û bêm Bo xatirê xewê yo min go ez bêm û bêm û bêm [AW79B3] Rêwî Tifû! "Dîsa rêz!" Bayram, gava rêza ku mîna zincîrekê ya mirovên ku li benda otobûsê bûn dît, qehirî. Tif kir. Tifa wî li hewa belawela bû. Tifa Bayram hê li erdê hißk nebûbû, jinikekê di rêzê de, ku etekekî reß û kin lê, gomlekekî spî, li ser gomlekê wê rozeta Atatürk hebû û di binê gomlekê wê re laßê wê xuya dibû, bi ser Bayram de qîriya û got: "Tu fedî nakî, te dinya nedîtiye, tu tifî erdê dikî...!" Bayram di cih de sar ma; wekî karekî gelekî nebaß kiribe lal bû. Nema zanîbû ku wê çi bêje. Nekarî bersiva jinikê bide. Bayram ne dizanî ji bo qîrîna jinikê biqehire an, wê pißtre, li ser piyan, bi otobûsê, biçûya heta ser karê xwe û di rê de biwestiya, ji ber vê yekê biqehire. Bayram, gotinên jinikê bê bersiv hißtin û kete rêzê. Di rêzê de xeyala bajarê xwe kir. Got: "Bajarê me çiqas xweß e. Biçûk e. Kes li benda otobûsê nasekine. Lê li vir?" Di vê navberê de zilamekî agir ji Bayram xwest, ku cigareya xwe pêxe. Bayram bi ser ve xwe hat û agir da zilêm. Ji mirovên ku li benda otobûsê bûn, rêzeke dûvedirêj pêk hatibû. Di rêzê de; ßagirt, jin, mêr û mirovên kal hebûn. Bayram jî pißtî vê pevçûnê, bi bêdengî, li benda birêketina otobûsê sekinî. Li pêßiya wan rawestgeha ku jê otobûs radibûn Topkapiyê, li dû wan rawestgeha Beßiktaßê û li hemberî wan jî rawestgeha otobûsên ku diçûn taxên cur bi cur hebûn. Mirovên ku di rêzê de bûn, gelekî li benda otobûsê man. Di serê rêzê de yekî bi hêrs got: "Ew tu karî nakin, tenê dikarin pereyên xelkê bixwin. Binêrin saetek e em li benda otobûsê ne, hê jî nehatiye." Peyre jinikekê got: "Rast e" û hew. Zilamekî jî tenê kir ofînî. Êdî kesî dengê xwe nekir. Her kes wekî ku ji halê xwe razî be, bû. Bayram xwest ku tißtekî bêje, lê dîsa jî poßman bû û peyva xwe daqurtand. Hinekî din sekinîn. Pißtî nîv seatê otobûs hat. Yeko yeko lê siwar bûn. Bayram jî lê siwar bû. Bilêta xwe avêt sendoqa bilêtan. Xwest nêzikî deriyê otobûsê yê navîn bisekine; bi hesinê rûnißtekekî girt. Ketibû nava xewn û xeyalan. Gava ku bi xwe hesiya, li mirovan nihêrî, dît ku jinika ku gava dinê pê re pevçû bû, li paldanka ber wî de rûnißtiye. Dema çav bi etekê jinikê ket, çav lê bûn tas... Hinek hest û ramanên berzeq bi Bayram re çêbûn. Jinikê li Bayram nihêrî. Peyvên jinikê yên di dema tifkirinê de hatin bîra wî, yekser cihê xwe guhart. Her çiqas otobûs mißt tijî bû jî, bi zorê ber bi deriyê dawî ve çû; di vê navberê de bi xeletî pê li lingê keçikekê kir. Zarîneke kêmdeng ji keçikê hilhat. Bayram got: "Bibore, bi xeletî min pê li lingê te kir." Keçikê xwest di ser Bayram de biqîre, lê dîsa jî hêrs nebû û bi nazikî got: "Pißtî ku te pê li lingê min kir, bibore beredayî ye û ez dê bêjim çi? Diviya berî ku te pê li lingê min bikira, hay ji xwe hebûya!" Bayram çend gavên din ber bi dawiya otobûsê ve çû. Di vê tijebûna otobûsê de, xwêdan da û aciz bû. Li derdora xwe nihêrî. Çavên xwe li ser mirovan gerandin. Her kes diponijî. Nêrînên wan ji bo Bayram tu tißt îfade nedikir. Wexta li benda otobûsê bû, hate bîra wî û di ber xwe de got: "Ev çi miletekî ecêb e. Bi saetan di rêzê de li benda otobûsê, bilêt standinê, benda kirîna nan û hwd. dimînin, ne xema wan e. Di otobûsê de ji germa dißewitin, ne xema wan e. Tu tißt ne li ser bala wan e. Heßayî wan, tu dibêjî qey dewar in. Qey ji ber vê yekê ye ku beramberî her bûyerê, ev gel dengê xwe nake? Tißt biha dibin, kes dengê xwe nake, ßer radibe, zarokên wan têne kußtin, kes dengê xwe nake. Lê di van rojên dawîn de, ez jî nema dengê xwe dikim. Gava ez ji welêt nû hatibûm, ez ne wisa bûm. Ez diqehirîm, li zora min diçû. Gelo ez jî hêdî hêdî..." Kêfa wî, ji vê gotina wî ya dawîn re nehat. Nedixwest, ew jî bibe wekî wan, lê hêdî hêdî wî jî pêjna tißtên bi vî rengî dikir; di vî bajarê mezin de guherîbû. Otobûs gihîßtibû ser pirê. Ji deryayê bayekî hênik dihat. Hêßînahiya behrê kêfa mirovan dianî û mirov pê ßa dibûn. Her çiqas bayekî hênik ji behrê dihat jî, germahî nedißêkand û bi tijebûna otobûsê jî rêwiyan zêdetir xwêdan dida. Bayram ji bêrîka xwe destmala xwe derxist û pê xwêdana xwe malißt û pißtre destmala xwe dîsa kir bêrîka xwe. Li hember wî keçikeke ku temenê wê li dora bîst û sê salan bû hebû. Li ser wê îçlikekî (gomlekek) bêestî (bêçeng) hebû. Ji germa, keçikê du pißkovên îçlikê xwe vekiribûn. Di vê rewßê de êdî sîngû berên wê dixuyan. Bayram lê nihêrî. Dilê wî hilavêt. Laßê wî ricifî. Berê haya keçikê tunebê ku Bayram lê dinihêre; pißtî ku têgihîßt ku Bayram lê dinihêre, bi ser Bayram de qîriya: "Ma te dinya nedîtiye, çavên te beloq bûne!" Bayram ßerm kir; matmayî ma. Xwest ku bersiva keçikê bide û bêje: "Rast e min sîng nedîtine" Dîsa di ber xwe de: "Ezê zêdetir gosartme û rezîl bibim" got, dev ji vê fikra xwe berda û serê xwe kir ber xwe. Bayram, ji ber ßermkariya xwe hinekî din ber bi dawiya otobûsê ve çû. Hema hema êdî hatibû dawiya otobûsê. Di vê tijebûna otobûsê de Bayram ji xwe xwêdan dabû. Bi wê fedîkariya wî re jî, xwêdan, wekî avê, jê dihat xwarê. Te digot qey bi van kincan xwe avêtiye hewzekî û hê nû jê derketiye. Bayram gihîßt dawiya otobûsê. ßaßiyên wî yên ji siwarbûna otobûsê û heta wê çaxê li ser bû û di ber xwe de diaxivî. Dengê wî baß dernediket. Jinika ku kêleka Bayram bû, got qey ji wê re dibêje û ji Bayram pirsî: "Bibore! Min fêm nekir?" Bayram bi ser xwe ve hat û li jinikê vegerand "Min ji te re negot". Otobûs gihîßtibû Mecidiyeköyê. Pêl li pißkovê kir, da ku otobûs li rawestgehê bisekine. Bi pêlêkirina pißkovê re li derûdora xwe nihêrî. Bûyerên di nava otobûsê de qewimîbûn, hatin bîra wî. Di wê demê de got qey her kes li wî dinihêre. Ji fediya rûyê wî sor û kincên wî jî ji xwêdanê ßil bûbûn. Pißtî deqîqeyekê din otobûs li rawestgehê sekinî û Bayram peya bû. Bi peyabûnê re oxînek kißand û kincên xwe yên ku pê ve zeliqêbûn rast kirin û ber bi fediyên nû ve, da rê... [AW79B4] Parêznameya duyemîn a Abdullah Öcalan jî bû pirtûk Pißtî parêznameya pêßîn, parêznameya duyemîn a Serokê Gißtî yê PKK'ê Abdullah Öcalan jî wekî pirtûk hate çapkirin. Wekî pirtûka pêßîn, ev berhem jî ji hêla Weßanên Memê ve hatiye çapkirin. Navê vê pirtûkê wekî "Kürt Sorununda Çözüm ve Çözümsüzlük Ikilemi (Di Kêßeya Kurdî de Durê: Çareserî û Bêçaretî)" hatiye danîn. Di nava vê parêznameyê de Serokê Gißtî yê PKK'ê Öcalan balê dikißîne ser encama siyasî û civakî ya her du tercihan. Ango rewßa pißtî çareseriyê jî ya domandina ßer jî bi awayekî zelal li ber çavan hatiye raxistin. Di parêznameyê de bersiva nirxandina dawîn a dozgeran (mutala) jî hatiye dayin. Di vir de Öcalan bal kißandiye ser rewabûna serhildana PKK'ê û mercên ku bûne sedema vê serhildanê. Di beßa bi sernavê "Mirov nikare qanûnîbûna serhildanê nîqaß bike, divê mirov rewabûna wê nîqaß bike" de zilm û zora li ser gelê kurd û rewßa salên rêveberiya leßkerî hatine bibîrxistin. Di vê beßê de hatiye diyarkirin ku kêßeya kurdî ji hêla PKK'ê ve nehatiye afirandin, PKK'ê û serokê wê ev kêße li Enqereyê li ber xwe dîtiye. Di beßên duyemîn û sêyemîn de li ser taybetiyên PKK'ê û pêwîstiya guherîna wê hatiye rawestandin. Di beßa duyemîn de mercên heyama ku PKK hatiye avakirin û bandora neyinî ya wan mercan li ser teßegirtina PKK'ê hatiye vegotin. Di beßa bi sernavê "ßerê ku min li dijî feraseta ßaß a rêxistinî û çalakiyên a PKK'ê daye, rastiyek e" de, bandora hest û ramanên paßverû li ser tevgerên endamên PKK'ê hatiye analîzkirin û hatiye gotin ku li dijî van tevgeran ßerekî navxweyî hatiye meßandin. Di beßa çaran de hatiye gotin ku li ber Tirkiyeyê du rê hene, heke bide kîjan riyê dê bi encamên cihê re rû bi rû bimîne. Sernavê beßa pêncemîn bi vî rengî ye: "Serhißkiya di ßer de dê sedsala dahatû jî ji dest bibe". Her wekî ji sernav jî tê fêmkirin di vê beßê de li ser encamên israra di ßer de hatiye rawestîn. Di dûmahîka vê beßê de hatiye diyarkirin ku hêza PKK'ê heye ku vî ßerî bi salan bidomîne û heke çareserî pêk neyê dê Tirkiye bikeve rewßa Yûgoslavyayê. Beßa dawîn jî derfetên ku dê çareseriya kêßeya kurd bi xwe re bîne, li ber çavan radixe. Sernavê vê beßê jî wiha ye: "Bo kêßeyan çareseriya demokratîk dê pêßerojê bi Tirkiyeyê bide qezenckirin." [AW79B5] Dewlet jî kurdî înkar nake! Peyva 'zimanê kurdî' qedexeye lê 'mafyaya kurdî' serbest e Bi destpêkirina Doza Sedsalê re nîqaßa li ser çand û zimanê kurdan kete merhaleyeke nû. Di nav civaka kurd, tirk û dinê de jî ev nîqaß gurtir bû. Her çiqas hin kesên wekî ßükrü Elekdag dibêjin, divê mafê kurdan bê pejirandin jî, derdorên nîjadperest jî wekî her gav dibêjin: "Kurd nîn in û ew tirk in." Mînakeke berbiçav di bernameya Hulki Cevizoglu ya bi navê 'Ceviz Kabugu'de derkete holê. Her wiha mêvanê bernameyê ku ew bi xwe MHP'yî û wezîrê dewletê bû di gel ewqas pêßketinan jî bi hêsanî digot: "Kurd nîn in." Diyar e ku ev peyva 'Kurd hene an nîn in, ziman û çanda wan têra perwerdehî, weßanê û hwd. dike an nake?" wê demeke dirêj were nîqaßkirin. Serokê Rûmetê yê Kongreya Neteweyî û Serokê Gißtî yê PKK'ê Abdullah Öcalan di roja sisiyan a Doza Sedsalê de, di parêznameya xwe de li ser zimanê kurdan wiha got: "Qedexeya li ser zimanê kurdî, zordariyeke gelekî dijwar e." Jixwe kurdan jî ji bo vê yekê serî hildaye û bi vê serhildanê xwe bi dewletê sedî sed nedabe pejirandin jî bi dinê (ne fermî be jî) daye pejirandin. Li ser pejirandina kurdan û zimanê wan, belgenameya ku TOSAV'ê amade kiriye û pêßkêßiya wê Dogu Ergil dike, kurd bi vî awayî hatine pejirandin: "Li Tirkiyeyê hebûna kurdan, ango 'Realîteya Kurdan' mixabin pißtî xwînrijandinê hatiye dîtin." Ev rapora TOSAV'ê ku di meha edarê de hatiye amadekirin, ji serî heta binî li ser têkiliya kurd û tirkan disekine. Di rapora navborî de, di xalekê de bi awayekî fermî, li ser pejirandina zimanê kurdî jî disekine. Ev rapor bi zimanê tirkî hatiye amadekirin û li zimanê kurdî û gelek zimanên biyan jî hatiye wergerandin. Lê dewletê ev rapor nepejirandiye û li hemberî vê raporê di Dadgeha Ewlehiya Dewletê de doz vekiriye. Di vê dozvekirina li hemberî raporê de mirov nêzîktêdayîna li hemberî zimanê kurdî baß dibîne. Her wiha li Tirkiyeyê her çiqas nîqaßên bi vî awayî hebin jî, li gorî dewletê pîvana kurdbûnê, di van mînakan de xwe dide der: 1- Polîsekî li Îzmîrê xwest xwe bikuje û bi kurdî diaxivî. 2- Yek ji 'mudaxîl'ên ku çûbûn îmraliyê bi kurdî diaxivî. 3- Kurdên ku karê tilyakê dikin ji wan re jî bê sansûr 'mafyaya kurdan' tê gotin. Kesên kurd ku di nav van pîvanan de bin, wan dipejirînin. Her wiha kesên ku bi kurdî biaxivin û li dijî kurdan bin, tên pejirandin. Lê kesên ku derveyî wan pîvanan bin li beramberî zor û zehmetiyan jî dimînin. Vê dubendiyê hin nivîskarên ku nêzî dewletê ne jî bi zimanê xwe wiha dinivisînin: "Em zimanê kurdî bipejirînin jî tißtek nabe. Jixwe kes pê naxive û kes bi kurdî naxwîne". Diyare ger kurd li zimanê xwe xwedî derkevin û çanda xwe biparêzin ev kes nabêjin em nasnameya wan bipejirîn. [AW79B6] Gayê min jî çû, kûpê min jî çû Surgiciyek di kûpêkî de ka dide gayê xwe. Gava ka di binê kûp de hindik dimîne, ga serê xwe baß dike binê kûp û kaya mayî jî dixwe û diqedîne. Lê serê gê di nava kûp de dimîne. Dike nake nikare serê xwe ji nava kûpê derxe. Xwediyê gê jî difikire, dike nake ew jî çareyekê nabîne ku serê gayê xwe ji kûpa derxe. Radibe diçe ba rûspiyê gund. Xwe davêje bextê rûspiyê gund ku gayê wî ji vê rewßê xelas bike. Rûspî mîna ku bi kêßeyeke zor re rû bi rû be, kûr kûr difikire. Gundî giß xwe davêjin rûspî û dibêjin: "Çareyekê ji gê re bibîne." Rûspî wekî ku çareyeke dîrokî bibîne, dibêje: "Belê çareyek heye. Divê em serê gê jê bikin." Gundî hema qebûl dikin û serê gê jê dikin. Lê belê serê gê dîsa jî ji kûp dernakeve. Rûspî dîsa ji gundiyan re dibêje: "Kûp jî bißkînin." Xwediyê gê kûp dißikîne. Gava rûspî xatir ji gundiyan dixwaze, gundiyê xwediyê gê, çavên wî sor dibin û dibêje: "Wex li min, gayê min jî çû û kûpê min jî çû." Das har bûye Surgicî zaf jêhatî ne. Jiyana wan bi xebatê derbas dibe. Di nav xebatê de carinan qeze jî pêk tên. Rojekê di dema xebatê de das li destê wî dikeve û du tiliyên wî jê dibin. Li ser vê yekê ew pir diqehire û dibêje: "Ezê vê dasê ceza bikim." Lê çawa? Ji bo vê yekê diçe ba rûspiyekî û jê re hal û hewala xwe dibêje. Rûspî destê gundî baß girê dide û ji bo cezakirina dasê, rê nîßanî gundî dide: "Here dasa xwe têxe êgir û bikute." Gundî diçe dasê dixe nava êgir û dikute. Lê belê ji sorbûna dasê tu tißtî nabîne. Nakeve serê wî û ji xwe re dibêje: "Ev ceza ji dasa min re hindik e." Radibe dîsa diçe ba rûspî. Îcar rûspî jê re dibêje: "Here dasa xwe têxe nav kayê û bifetisîne." Gundî tê, dasa ku di nava êgir de bûye wekî pizot, dibe dixe nava kayê. Ji xwe dema dasa sor dikeve nava kayê, ka dißewite. Wê gavê di nav kadînê de pisîkek heye. Pisîk, ji ber êgir, bi tirs, direve. Xwediyê dasê ßaß dimîne û dike hawar, dibêje: "Dasa min bûye pisîk û direve." Bi pey pisîkê dikeve û bi dengekî bilind bang li gundiyên xwe dike: "Dasa min har bû. Gundîno alîkarî bikin, em vê dasa har bigirin." Li ser vê, gundî jî bi pey pisîkê û zilam dikevin û kadîn jî li wir dißewite. Hêka Qantirê Rojekê Rindo diçe deßta gundê Heciya Kurda. Li wir cara yekemîn di bostên de kundir dibîne. Lê nizane ku kundir e. Çawa gundiyek dertê pêßiya wî jê dipirse: "Ev hêka kîjan heywanî ye?" Gundî pêßî ßaß dimîne. Hema dinihêre mêrik bi safî dibêje, ew jî bi henekî dibêje: "Ew hêka qantirê ye, heger tu bixwazî ez dikarim bifiroßim te." Ev gotin dikeve serê mêrikê Surgicî. Radibe bi kêf û bi pereyekî pir wî kundirî dikire û dibêje: "Ezê jî bibim xwediyê qantirekê." Bi kundirê xwe ve riya gundê xwe digire. Dema tê serê kaßekî, kundir ji destê wî dikeve û tol dibe heya jêr. Gava kundir li ber kevirekî disekine, ji pißt kevir kîvroßkek dibeze. Rindo dibêje qey hêka qantirê ßikiyaye û qantireke biçûk jê derketiye û direve. Ji ber vê yekê jî li pey kîvroßkê baz dide û dibêje: "Nere, neçe, ca (diya) te vaye." [AW79C1] Di cîhana global de rola NATO'yê (3) Sicîla stratejiyên ku di nav ßer de xwe didin der xeternak in ßerên veßarî yên stratejiyên dijber Her çend encameke diyarker derneketibe holê jî, serdestiya ku DYA'yê bi ßerê Kendavê bi dest xist hêdî hêdî ji holê radibe. Amerîkayê hîn li Kafkasyayê li ser Rûsyayê serdestiyeke teqez saz nekiriye. Her wiha di vî warî de bo Ewrûpayê tu înîsyatîf nehißtiye. Her çiqas di warê parkirina petrolê de navê ßîrketinên petrolê yên Ewrûpayê bê bilêvkirin jî ew ne xwedî giraniyekê ne. Li herêmê bi giranî di navbera Amerîka û Rûsyayê de pevçûna serdestiyê heye. Rûsya tu car naxwaze herêma navborî ji dêst biçe. Di rewßeke wisa de Federasyona Rûsyayê dê biçûktir bibe. Amerîka li ser vê hevkêßeya hasas tevdigere. Pêvajoya parkirina Ewrûpaya Rojhilat gelekî balkêß e. Li aliyekî Almanya bi markên xwe bi awayekî sergirtî Rojhilat dagir dike, li aliyê din NATO bi êrîßan Balkanan feth dike. Ev her du rûdan di nav hev de ne. Pißtî ku li Ewrûpaya Rojhilat û Balkanan sosyalîzm hilweßiya, bi serê xwe nîn be jî Ewrûpayê bi bayê bezê dest bi parvekirina herêmê kir. Ewrûpayê hewl da ku gav bi gav Ewrûpaya Rojhilat serdanpê bike endama Yekîtiya Ewrûpayê (YE). Bêguman Almanyayê serkêßiya vê yekê dikir. Li herêmê hema bêje "Dewletên Yekgirtî yên Almanyayê" dihate damezirandin. Lê, Amerîkayê ji du aliyan ve destkariya rûdana naborî kir: 1- Projeya berfirehbûna NATO'yê; li Ewrûpaya Rojhilat berfirehbûna NATO'yê di heman demê de di warê leßkerî de jî serdestiya wê bi xwe re dianî. Amerîka di vî warî de ji Yekîtiya Ewrûpayê bilezûbeztir tevgeriya. Polonya, Komara Çek û Macarîstan berî ku bikevin YE'yê bûn endamê NATO'yê. Almanya, naxwaze NATO berfireh bibe. Lê, her çend nexwaze jî nikare bibe asteng. Ji aliyekî ve Amerîkayê li herêmê hetanî radeyekê riya karîgerbûna Almanyayê birî. 2- Mudaxaleya din a Amerîkayê jî wekî tê zanîn li Bosnayê bi êrîßên hewayî re dest pê kir. ßerê navxweyî yê Yûgoslavyayê Almanyayê da destpêkirin; Ewrûpayê bi sersarî lê temaße kir. Di encamê de tengezar bû û bo "çareseriyê" rê li ber Amerîkayê vekir. Reng, ßêwe û encama êrîßa ku Amerîkayê li dijî Yûgoslavyayê li dar xist baßebaß xweseriya polîtîkaya Amerîkayê dide der. Di van rûdanan de Ewrûpa bi piranî di rewßeke pasîf de ye. Ewrûpa li pey peydakirina "Nasnameya Ewlehî û Parastinê" ye. NATO, Tirkiye û Kurdistan Tirkiyeya ku nêzî 50 salî ye endama NATO'yê ye û xwe wekî "benda li dijî komûnîzmê" dibîne di civîna NATO'yê ya 50'yî de belkî jî yekemîn car e rewßa xwe di xetereyê de dibîne. Babeta "Nasnameya Ewlehî û Parastinê ya Ewrûpayê" ku bi pêßniyara Fransa û Brîtanyayê hate rojevê, bi xwe re gengeßiyên gur anîn. Dewleta ku herî zêde li dijî vê "nasname"yê radibe Tirkiye ye. Ev teza ku di bin banê NATO'yê de rêxistineke leßkerî ya nû diparêze bi tenê welatên YE'yê di nava xwe de dihewîne. Li ser vê Tirkiye dibêje, "Ez li gorî biryarên saziyeke ku ne endamê wê me tevnagerim" Tirkiye li sêgoßeya Kafkasya, Rojhilata Navîn û Balkanan di herêma parvekirinê ya sê dewletan de cihê herî stratejîk û xeternak e. YE'yê Tirkiyeya ku di polîtîkaya xwe ya derve de dilsoza Amerîkayê ye bo hevkêßayên xwe yên navxweyî guncaw nedît. Bêguman serkêßiya vê yekê Almanyayê kir. Tirkiyeya ku li herêmê refê Amerîka û Îsraîlê tercîh kir, pißtî ku li derveyî YE'yê ma hêvîßkestî bû. Di serdema Sovyetistanê de bo Tirkiyeyê bi tenê Rojavayek hebû, lê, îro Rojavane yek e. Her wiha ev her du ref di nava pozberiyeke tund de ne. Bi rûdanana re diyar bû ku girîngiya Tirkiyeyê ya stratejîk bi tenê ne girêdayî corafyayê ye. Tirkiyeya ku di warê aborî de girêdayî Ewrûpayê û di warê leßkerî de girêdayî Amerîkayê ye, ger ji Ewrûpayê bê vederkirin dibe ku bo Amerîkayê jî bê qedr û qîmet bimîne. Tirkiye dê di pêßerojê de beramberî çewisandinên giran ên derve bimîne. Diyar e ku di pêßerojê de rewßa Tirkiyeyê ya li nav NATO'yê dê bê gengeßîkirin û di nava dorpêçeke polîtîk de bimîne. Dema ku mirov bala xwe dide ser rewßa polîtîkaya navxweyî ya Tirkiyeyê hema bêje rojên Îttihat û Terakiyê yên berî ßerê Cîhanê yê Yekemîn tîne bîra mirov. Gelo Enver Paßayek dê derkeve? Nayê zanîn. Trajediya mirovahiyê û NATO Vê pêleyê di ßîroveyên ku di çapemeniya Rojava de li ser ßerê Kosovayê tên kirin de kêßeya kurdî jî bi dorfirehî tê bilêvkirin. Heta nirxandinên bi rengê, divê NATO mudaxaleyî Tirkiyeyê bike jî têne kirin. Eger em bawer bikin ku NATO ji bo "rawestandina trajediya mirovahiyê" mudaxaleyî Kosovayê dike, divê ji bo rawestandina trajediya ku li Kurdistanê ev pazdeh sal in didome jî mudaxaleyî herêmê bike. ßerê ku 15 sal in li Kurdistanê didome nîßan dide ku NATO ji bo trajediyên wiha mudaxale nake. Dema mirov li Balkanan dinêre ji bo mudaxaleya NATO'yê du sedemên bingehîn hene: Sirbistan li gorî "Pergala Cîhanê ya Nû tevnagere û li dijî Amerîka û Ewrûpayê radibe, li aliyê din arnavûtan serdanpê riya rizgarbûna xwe spartiya NATO'yê. Rewßeke wiha bo mudaxaleya NATO'yê pir guncaw e. Di rastiyê de bi Peymana Washingtonê re NATO'yê bi awayekî mudaxaleyî Kurdistanê kiriye. Lê, dema mirov hevkêßeyên herêmê raçav dike, diyar e ku NATO ji bo kêßeya kurdî bi tevayî nikare mudaxale bike. Dubendiya di navbera Amerîka û Ewrûpayê de hîn li ser Kurdistanê xwe nade der. Hewldanên Öcalan ên bo çareseriya siyasî yên li Ewrûpayê nîßan da ku tu tesîra Ewrûpayê li ser Amerîka û herêmê tune. Di "Pergala cîhanê ya Nû" de rola Kurdistanê çi ye? Îro ne Ewrûpa û ne jî Amerîka bersiveke berbiçav dide. Lê, ji ber ku Amerîka û Ewrûpa xwediyê stratejiyên ciyawaz in tevgerên wan ên li herêmê jî ciyawaz in. Amerîka aloziyeke ku dikare konrol bike dixwaze. Bo Ewrûpayê jî kêßeya kurd li ber têkilîdanîna bi welatên herêmê re asteng e. Ewrûpaya ku dixwaze bi Îran, Iraq û kêm be jî bi Sûriyeyê re têkiliyên xwe bi pêß bixe beramerî astenga aloziya ku Amerîkayê derxistiye dimîne. Di encamê de mirov dikare bibêje li kîjan quncikê 'Cîhana Nû' li dijî împeryalîzmê liv û lebatek hebe NATO dê mudaxaleyî wir bike. Stratejiya nû ya NATO'yê rêlibergirtin û çewisandina reaksiyon û gira "cîhana sêyemîn" a li jî "bihußta Rojava" ye. Li ser vî esasî di wezîfeya NATO'yê de tu guherîn tune. Berê li dijî wê, artêßên sazbûyî û sîstema sosyalîst hebûn. Niha ew jî tune ne. Niha mesele ji nava wê diqewimin. Êdî ji îro ßûn de eger NATO mudaxaleyî herêmekê bike dê beramberî dorgirtina komên gerîlayên, ku ji gelan pißtevaniyê digire, bimîne. Di sedsala 21'ê de rewßa NATO'yê dê veguheze rewßa artêßên ku li hemberî ßerê gerîlatiyê bêçare dimînin. (Qediya) Têbinî: Ev nivîs ji kovara Serxwebûnê ya meha gulanê bi kurtebirî hate wergirtin û li kurdî hate wergerandin. [AW79C2] Öcalan û qefesa ji camê Wêneyê Abdullah Öcalan ê roja ku hatibû girtin tu car ji bîra min naçe: Öcalan bi rûyê xwe yê ku bi tesîra derziya tilyakî werimîbû û bi çavên xwe yê ku ji ber heman derziyê vir de wê de dilebitîn bi qoltixa balafirê ve hatibû girêdan. Du kesên ji hêzên ewlehiyê ser û rûyê xwe bi rûpûßan veßartibûn, ji bin van rûpûßan bi tenê çavên wan ku ew dißibandin firindeyên dirinde, xuya dikir. Awirên wan tûj û bêwijdan bûn. Di destpêka pûßperê de wêneyekî Öcalan ku di rojnameyên biyanî de hatibû weßandin, di bîra min de xwe rêç û ßopa xwe hißt. Min ev wêne dema ku ez ji welatekî din vedigeriyam di balafirê de dît. Di wêne de, serokê ßoreßgerên kurd di nava qefeseke ku berik lê bandora nake de li ser piya rawestiyabû û dihat darizandin.Bi rastî jî darizandineke bêhempa ye. Abdullah Öcalan ji mêj ve ye nûnertiya gelekî ku li dijî nîjadperestiyê têdikoße, dike. (...) Dîlketina Öcalan ji berxwedana kurdan a li seranserê cîhanê tißtek kêm nekir. Berevajî vê yekê, vê bûyerê kesên ku ji berê ve dilxwazê PKK'ê bûn û yên ku ew rexne dikir, gihandin hev. Lê hê jî rayedarên tirk dîlgirtina Öcalan wekî serkeftineke mezin dibînin û dixwazin vê bûyerê wekî destpêka astengkirina serkeftina tevgera kurd binirxînin. Lewre jî, du hefteyan pißtî girtina Öcalan bi heman mebestê dewletê doza girtinê li HADEP'ê vekir. Wekî sûc jî helwesta aßtîxwaz a rayedarên HADEP'ê hate nîßandayin. Her wiha di dema hilbijartinên 18'ê avrêlê de jî gelek endam û rayedarên HADEP'ê hatin girtin. Lê tevî vê yekê jî HADEP'ê di hilbijartinê de serkeftineke mezin bi dest xist. Li paytexta herêma kurdan Amedê ji sedî 65'ê dengan wergirt û li gelek cihan jî belediye bi dest xist. Ji ber polîtîkayên gundßewitandinê û vederkirinê ya hikûmeta ku ji koalîsyona DSP'ê û partiya neteweperest ku di salên 1970'yî de gelek kurdên welatparêz û endamên PKK'ê kußtine, niha gelek kurd li hemû bajarên Tirkiyeyê belav bûne û li guhê bajarên mezin dijîn. Kurdan ßewitandina gundên xwe, kußtina maliyên xwe û ji roja ku ji Naîrobiyê hatiye revandin heta îro biçûkxistina serokê xwe û neheqiya ku li wan tê kirin bi çavên serê xwe dît. Dûr nêzîk ewê bixwazin ku tola van tißtan û tola mafên xwe yên ku hatine binpêkirin ne tenê ji dewleta tirk, her wiha ji hêzên ku ji mêj ve ye ji bo berjewendiyên xwe yên aborî û leßkerî û ji bo kontrolkirina vê herêma girîng pißtevaniya vê dewletê dikin jî, bistînin. Lê digel vê yekê jî hikûmeta tirk, piraniya partî û rêxistinên siyasî banga Abdullah Öcalan a ji bo destpêkirina hevdîtinên siyasî û danîna çekan red dikin. El Arabî - (27.06.1999-Qahîre) [AW79C3] Vejîna mirovahiyê li Kurdistanê mimkun e Barê giran û pirsgirêkan tim xwe spartiye kurdan. Her dema ku tovê mirovahiyê ber bi têkçûnê ve çû, kurdan di sînga xwe ya paqij de vejand û tu carî rê neda ku ev tov bê hißkirin. Dîrokê ev yek îspat kiriye. Civaka kurdan li ber pelixandina cewherê mirovahiyê bûye asteng. Adem û Hewayê cara yekem li Bihußta Adenê dest bi meßa jiyanê kir. Ev bihußt li ser axa mezopotamyayê ye. Peyre ew meßa serbixwe herimandin. Li hemberî vê çerxa gemar, tofanê dest pê kir. Hz. Nuh kesên ku xwedî qisletên paqij û zelal ên mirovahiyê di nava xwe de dihewandin xiste keßtiyan û ji tofanê parast. Keßtî li ser Çiyayê Cûdî sekinî. Careke din jiyana mirovahiyê ji Cûdî wekî lehiyê herikî deßtan. Peyre mijokdar û zaliman xwest vê ßaristaniyê bixe bin siya mirinê. Medan serî rakir bi agirê ola Zerdeßt ew xwînmj ßewitandin. ßaristanî bi agirê pîroz ronî kir û bi heskirinê xemiland. ßewqa êgir çiraya gelek gelan pêxist. Bêguman gelên din jî xwest rihê mirovahiyê li ser piyan bigire. Yek ji wan jî ßoreßa îslamê ye. Lê, serdestan kakilê vê bîrdozê vala kir. Dîsa kurdan ev bîrdoz rakir ser piyan û vejand. Peyre raman û bîrdoza sosyalîzmê ji bo vejandina ruhê mirovahiyê kete nava tevgerê. Bi demê re ew jî hilweßiya; dîsa ev bar hat, li milê kurdan asê bû. Tevgera Azadiyê bi awayekî zanistî, bi exlaqekî ßoreßgerî, bi çanda mirovahiyê û bi berxwedaneke polayî xwe da ber parastina kakilê mirovahiyê. Bi xebata xwe re rê û sîstemên nûjen da avakirin. Di vê sîstemê de li kakil û rastiya xwe veger heye. Yanî, Serok hemû gewßînên mirovan ên ku hatine xerabkirin ji nû ve bi huner û ßarezayî çê dike. Di kesayetaya gelê kurd de hêvî, mêrxasî, dilovanî, dilsozî û di tengasiyê de hevalê hevalê xwe bûn heye. Lê, mixabin dagirkeran ev cewher diziye; naveroka wê vala kiriye û li ßûna wê îxanet çandiye. Serok bi sîstemeke hemdem gelê kurd di ser pira ßoka azadiyê re derbas kir. Bi xwe re mirovên delal, biexlaq û mêrxas afirand. Bi rêbaz û sîstema PKK'ê her kêlî sîstema kevneperest dirizîne. Ev hov jî di dîroka gelê kurd gihîßtine ku kurdan tim barên giran hilgirtine. Di vê pêvajoya dawîn de bi hemû cîhanê da zanîn ku rê û rêbazên împeryalîzmê tu carî xizmeta mirovahiyê nakin. Ji bilî dizî talan û xwînmijiyê bi kêrî tißtekî nayê. Lê, nediket serê kesî. Pißtî ku Serok bo parastina mirovahiyê gaveke aßtiyane avêt, rastiya hemû cîhanê eßkere bû. Bi rastî tevaya dewletên cîhanê li hemberî sîstema Amerîkayê bûne mîh, bûne roviyê ber seqemê. Dewletên ku tam teslîm nebûne jî nikarin du peyvan bilêv bikin. Çimkî dewlet ji qidûm ketine. Yanî her kes li pey pariyek berjewendiya xwe dibeze. Bi vê yekê jî diyar dibe ku li ba piraniya dewletên cîhanê ne rêgez, ne exlaq, ne rûmet, ne jî çanda berxwedanê maye. Tenê PKK û gelê xwe yî leheng di bin rêberiya Serok de li dijî sîstema împeryalîst û mêtinger li ber xwe dide. Dengê Serok ziravê wan qetandiye. Lewre sîstema ku Serok ava kiriye, li ser bingeha peydakirina mirovê nû ye. Mirovê nû jî vegera cewherê xwe yê paqij e. Vegera cewher hêza herî bibandor û vejandina mirovahiyê ye. ßiyarbûneke rêkxistî, azadî, îrade û nimandina nasnameya çanda mirovahiyê. Kurdan careke din nîßan da ku azadiya mirovahiyê jî di destê wan de ye. Lewre tirs û xof ketiye dilê hovan. [AW79C4] Di mercên Îroyîn de erk û girîngiya zimên Ji feylosofê mezin û navdar, Konfîçyûs dipirsin: "Heke bo rêveberiya welatekî gazî we bikin, pêßî hûnê dest bavêjin çi û karê we yê yekem dê çi be?" Bersiva wî kurt û watedar e: "Bêguman, pêßî minê dest bavêta zimên" û gotina xwe didomîne: "Gava ku ziman kêm û lawaz be, gotin nikare fikr û ramanê rind vebêje." Rast e, her tißt bi zimên dest pê dike, bi zimên didome û bi zimên diqede. Heke mirov fikr û ramana xwe neyine zimên dê kî bizanibe ku kî çi difikire yan dixwaze çi bike. Heke raman neyên vegotin, nîqaß çênabe, heke nîqaß çênebe rastî dernakeve holê. Xweseriya zimên Divê tu car ziman, tenê wekî alavekî ragihandinê neyê dîtin û bi wateyeke teng neyê bisînorkirin. Lewre ziman hem navgîna ragihandina hest û ramanan hem jî nîßana pêßveçûn û ßarezahiya mirov e. Di wateya rastîn de mirov ne bi bejn û bal û cil û bergên xwe; bi raman û hestên xwe tê nasîn. Fikr û raman jî bi riya zimên xwe dide der. Ziman gelek caran kesayetiya mirov jî derdixe holê. Wekî ku pêßiyên me gotiye: "Fikra mirov çi be, zikra mirov jî ew e." Li ser zimên gelek tißt hatine gotin. Pêßiyên kurdan jî di vê mijarê de gotin û biwêjên watedar afirandine. Mirov dikare çend mînakan bide: "Goßtê mirov nayê xwarin, lê zarê mirov tê xwarin." Wate, mirov ne bi çav û birûyên reß, bi zimanê xweß xwe dide hezkirin. Îcar mirovê/a ku nizanibe bipeyive dê bi çi awayî xwe bide hezkirin? "Tu dibêjî qey kuliyan zimanê wî/wê xwariye." An jî "Bê dev û diran e." Ji bo kesê/a ku nikaribe derdê xwe vebêje hatiye gotin. Rast e, îro bi milyonan mirovên kurd hene, nikarin derdê xwe bînin zimên. Lewre ne bi zimanê xwe û ne jî bi zimanê biyaniyan dikarin bipeyivin. Bi rastî ji kesên ku li mafê xwe nagerin re "Bê dev û diran" tê gotin. Divê em li mafên xwe bigerin. Îcar ji ber ku doza maf jî bê ziman nameße, divê pêßî em li zimanê xwe bigerin. Ger ku em li zimên negerin an li zimên nebine xwedî, ne mimkun e ku em bibin xwediyê nirxên pîroz û payeberz. Ziman mifteya deriyê hemû hêjahiyên neteweyî ye. Mirovê ku nizanibe bi zimanê xwe yê neteweyî bipeyive, ew nikare der barê çand û huner û dîroka xwe de tißtekî bibêje. Wekî me li jor jî me got, ziman ßahidê jiyana mirovan e. Hinek gotinên pêßiyan hene ku mirov dizane di kîjan civak û kîjan demê de an jî li ser kîjan erdnîgariyê hatine bikaranîn û ji bo çi hatine gotin. Bo nimûne, di zimanê kurdî de gotinên ku ji aliyê pêßiyan ve hatine gotin piraniya wan ên dîroka dûr in. Ev yek jî nîßan dide ku çewsandinên li ser zimanê kurdî yên dîroka nêzîk hîn dijwartir û erjengtir in. Bêguman ev ne tißtekî ketûber e. Dijminê gelê kurd pêßî bi qedexekirina zimên dest bi karê xwe yê kirêt kiriye. Çimkî ew jî dizanin ku jiholêrakirina zimên dê jibîrkirina dîrokê û windabûna çandê bi xwe re bîne. Astengkirina bipêßketina zimên, astengkirina ramanê ye û bêvînhißtina gel e. Ziman û civak Wekî ku tê zanîn bê ziman tu nirxên mirovî, civakî û neteweyî bi dest nakevin. Her wiha ziman ji bo pêkanîna yekîtî û bihevrebûna neteweyî û saziyeke komeleyetî û civakî jî pêwîst e. Her çiqas dîroka derketina zimên ne diyar be jî, ew bi mirovahiyê re hemsal e. Ziman ne alavekî teknolojîk e û naßibe tu alav û navgînên din. Ew alavekî xwezayî ye. Ew ne tißtekî demdemî, rojane û ji rêzê ye ku mirov di ser guhên xwe re bavêje. Lewre mirov her gav bi zimên dipeyive, bi zimên hînî tißtan dibe û bi saya zimên difikire. Ziman tu car nebûye navgîneke guherbar û demdemî ku mirov wî li gorî berjewendiyên xwe bi kar bînin an wekî hacetekî hilberandinê di xizmeta çîn û kesên serdest de nehatiye xebitandin. Nasnameyeke zimên a xweser û taybet. Divê mirov zimên bi van rêz û rêçikan bipejirîne û jê sûdê wergire. Ziman, nirx û rûmeta hevpar a hemû hemwelatî û hemneteweyan e. Zimanê mirovan pêßî bi reftar û bizavan dest pê dike û her ku diçe tekûz dibe. Pitikê/a 3-4 mehî êß û jan û tengasiyên xwe bi riya girî nîßan dide û bi giriyê xwe re bedena xwe dilivîne û peyamekê radigihîne mezinan. Heman pêçek kêf, ßahî û ßanaziya xwe bi ken diyar dike û dîsa bi dest û piyan mesajekê dide derdora xwe. Ev livbaziya zarok, zimanê wî/wê ye. Mirov gelek caran bêyî ku bipeyivin jî hin tißtan ji hev re dibêjin. Wekî mînak, ßanoger gelek caran bêyî axaftin jî bi reftar û tevgeran û bi mîmîkên xwe hin peyaman radigihînin temaßevanan. Cureyên zimên Her çiqas zimanên ragihandinên gelek bin jî, du cureyên sereke derdikevin pêß; zimanê axaftinê û zimanê nivîsandinê. Zimanê axaftinê ji yê nivîsandinê dewlemendtir û azadtir e. Lewre her mirovê ku zar û zimanê wî hebe, dikare bi mirovan re bipeyive. Mirov di zimanê axaftinê de çewtî û xeletiyên xwe bi hêsanî sererast bike. Li aliyê din zimanê axaftinê ne ew qas mayinde ye. Heke neyê tomarkirin wekî sura ba diçe û derbas dibe. Lê belê zimanê nivîsandinê zimanekî zexm, çetin û mayinde ye. Ew çewtî û xeletiyan napejirîne; her gav dibe hedefa rexne û êrîßên dijwar. Zimanê nivîsandinê ne wekî zimanê axaftinê serbest û demdemî ye. Ji bo zimanê axaftinê zêde rêz û rêçikên rêzimanî nîn in. Heke çend mirovên axivger ku bi zimanekî ßahîk, tekûz dipeyivin hebin jî, teqez van mirovan ji zimanê nivîsandinê kelk wergirtiye. Zimanê wêjeyî tenê bi riya xwendin û nivîsandinê bi dest dikeve. Her wiha wêje jî zimên terbiye dike. Zimanê nivîsandinê li gorî rêpîvanên rêziman pêk tê û bi riya rêzanên rastnivîsê tê fêmkirin. Ger mirovek bixwaze nivîsekê bê rastnivîs binivîse, tißtek ji wê nivîsa wî nayê fêmkirin. Çawa ku di zimanê axaftinê de mirov bi tevgerên xwe, hest û ramana xwe diyar dike, di zimanê nivîsandinê de jî, mirov bi rêzanên rastnivîsê hest û raman û daxwazên xwe diyar dike. Jixwe zimanê nivîsê bi xalbendiyê (niqßanî) tê fêmkirin. Zimanê axaftinê bi xwendin û nivîsandinê tekûz dibe. Çi ziman dibe bila bibe, gava ku pê neyê nivîsandin û neyê xwendin, dê roj bi roj bimeye û taliyê bikeve bin bandora zimanên biyan û winda bibe. Lewre, zimanê devkî demdemî û guharbar e. Dema ku em tê de dijîn ji bo helîna zimanan gelekî guncan e, lewre hacetên ragihandinên mirovan ber bi hev dibin û bandora çand û zimanê gelên serdest li seranserê cîhanê belav dikin. Ziman û hilberîn Li nik van tißtan, zimanê nivîskî ji hêla sincî ve jî baldariyekê dixwaze. Gelek tißtên ku mirov di danûstandinê rojane de bi hêsanî dibêje, mirov nikare li ser kaxizê binivîse û di cihê wan gotinan de mirov sê xalan datîne. Her wiha teßegirtina zimên girêdayî hilberîna civakê ye jî. Her civak li nik zimanê xwe yê zikmakî zimanekî çandî jî diafirîne. Çawa çanda civakê li gorî hilberînê teße digire, ziman jî li gorî çandê teße digire. Lewre jî divê ziman tevî civakê biguhere. Her wekî çawa civak digel guherîna awayê jiyanê xwe bi hest û ramanên nû dipêçe divê ziman jî xwe bi peyv û têgihên nû bipêçe. Bo nimûne, li ßûna hacetên hilberandinê yên heyama feodal gelek hacetên heyama kapîtalîst derketine holê. Êdî di cihê das, qeynax, tevr û bêrê de divê em li navê hacetên mîna traktor, romork, patoz û bîçer bifikirin. Îro nebûna derfetên perwerdehiya bi zimanê zikmakî zimanê me dixe rewßeke kambax, lê divê em vê yekê jî ji bîr nekin ku hemû tißt dijberê xwe jî di nava xwe de dihewîne. Her çiqas hêzên serdest û dagirker hewl didin ku bi riya teknolojiyê pißaftina gelê kurd, bi lezgînî pêk bînin jî, dîsa televîzyonek û bi dehan weßan û saziyên kurdan hene ku ew jî bi saya teknolojiyê kefenê pißaftinê diçirînin û ziman, çand huner û wêjeya xwe bi cîhanê didin nasîn. Ev jî derfeteke baß e û divê em vê derfetê baß bi kar bînin. [AW79D1] 'Mîhrîcana Mirinê' Xwendevanên hêja, vê hefteyê, me dil dikir ku hinekî li ser rojnameyê bi we re gotûbêjê bikin, lê mixabin pêvajoyê dest neda ku em vê yekê bikin. Dilê gelê kurd tijî gir û kîn e. Banga gelê kurd, a ji bo aßtî û azadiyê, li dara sêpiyê qelibî. Dadgeha ßerê taybet der barê Serokê Gißtî yê PKK'ê Abdullah Öcalan biryara darvekirinê da. Niha dayikên ßer û xapemeniya mihemedok û çeteyên Susurlukê ßahiyan li dar dixin. Her wekî nivîskarê hêja Vedat Türkali di helbesteke xwe de dabû xuyakirin, ji bo "selameta ehmeqan" govend li dar in. ßerxwazan, biryara der barê Öcalan de, wisa bi awayekî dinyanedîtî û hovane pêßwazî kir, ku hinek nivîskarên rojnameyên mihemedok jî xwe ranegirt û ev yek rexne kir. Bo nimûne, nivîskarê Hürriyetê Bekir Coßkun di quncikê xwe yê roja 1'ê tîrmehê de di bin sernavê "Mîhrîcana Apo" de wiha gotiye: "Bi baweriya min êdî bes e bikaranîna malbatên ßehîdan. Di dest de werîs, reqîsîna, lotikavêtina li qadan jî bes e. Bes e reqsa mirinê. Bes e mîhrîcana Apo û ßahiya mirinê." Mixabin li ev 15 sal in li Tirkiyeyê "mîhrîcan mirinê" li dar e. Ji ber vê helwestê, bi hezaran mirov hatin kußtin, bi milyonan mirov hatin koçberkirin, zilm û neheqiyên mezin li mirovan hate kirin. Lê mîhrîcan neqediya, hin caran pêßangeha guh û pozê mirovan hate vekirin, hin caran mißtaxeya derewan bû çalakiya sereke, lê mîhrîcan her berdewam bû. Ji ber vê mîhrîcanê bi hezaran kes hate kußtin, bi milyonan kes bûn lêqewimiyên (maxdûr) vê mîhrîcanê, lê mîhrîcan bi govendgeriya çeteyan, rantxur û berdevkên wan hate domandin. Di vê mîhrîcanê de sûcê giran daxwaza aßtî û çareseriyê ye. Kesê ku banga aßtiyê bike, heke PKK'yî be, ji desthilanînê ketiye, heke Öcalan be, ketiye taya canê xwe, heke kurd be terorîst e û heke tirk be xayin e. Xuya ye ku heta ew mîhrîcan bidome, hê wê pir mirov bimirin, wê pir zarok sêwî û jin jî bî bimînin. Li aliyê din wê her roj xwîna keç û xortên ciwan birije ser xaka sar. Bi rijîna xwînê re dê mîhrîcan "geßtir" bibe, dê govendên tunekirinê bêne girêdan. Dê ciwan herin çiyayê Kurdistanê yan dê cendekê wan vegere, yan jî dê seqet vegerin. Heke ku jê re li hev bê û ji aliyê fîzîkî ve sax vegerin jî, dibe ku ji ber "sendroma ßer" xwißk û birayên xwe yan jî dê û bavên xwe bikujin. Öcalan xwest ku dawî li vê mîhrîcanê bîne. Ji bo vê yekê mafên bingehîn ên gelê kurd anîn zimên. Pêßniyazên wî, her çiqas ne bi dilê gelek mirovên ku di ber vê dozê de bedel dane be jî, gotina ku ji devê Öcalan derkeve ji bo wan ferman e û ew bawer in ku Öcalan di her mercê de ji bo gelê xwe tißtê herî baß dixwaze. Lewre jî bêxirecir daxwazên wî bi cih tînin. Lê kesên ku jiyîna xwe di domandina vî ßerî de dibînin, împeryalîstên ku ji bo pêkanîna daxwazên xwe pevçûna gelan pêwîst dibînin, guh neda Öcalan. Dadgeha ku ji bilî navê wê, tu têkiliya wê bi dadê re nîn e, mîhrîcana mirinê geßtir kir. Heta ku mirovên azadîxwaz ranebin ser piyan, dê ew mîhrîcana nebixêr hê bi salan bidome. [AW79D2] Civîna nivîskarên kurd Di salên bihurî de bi taybetî li bakurê welatê me gelek tißt qewimîn. Guhertineke piralî, gel û cografyaya neteweyî rapêça. Hißyarî û xwenaskirineke fireh pêl bi pêl gund, bajar û hemû celebên civata kurd dan ber xwe. Siyaset ji meseleyeke çend kesên xwenda û grubên biçûk derket, bû malê sedhezar û milyonan. Tißtên di nav van çend dehsalan de biliyan, bi xwe re di psîkolojî, rabûn û rûnißtin û mêjiyê ßêniyê ku li ser vê axa mezopotamyayê dijîn de ßopên kûr hißtin û tev bi hev re bûn zemîn û pira xatirxwestina ji cîhana emirmende ber bi yeke nûtir, yekê destnedayîtir û li xêra giß gelên ji berî zayînê de xwediyên cih in, çand, ziman û qewmên herêmê ne. Kurd bûn xwedî artêß, siyasetmedar, rêxistin, medya, weßanxane û dîplomasiyeke profesyonel. Ya girîngtir ku têkildarî meqaleya me ye, nivîskarên kurd serê xwe rakir, ji hindama xwe rabûn, cebhê xwe vekirin û dest avêtin qelemên ku çend qirnên li bendeyî xalçê û bavçêyan bûn. Rastiya gel û welêt ji her alî tê analîzkirin, lêkolînên sosoyolojîk û dîrokî berbiçav bûn, kitêbên li ser zimên, li ser cografyayê û bi mebesta perwerdehî û pedagojiyê hatin nivîsandin. Roman û çîrok û helbestên hemdem bûn mêvanên kitêbxane û malên kurdan. Romanivîs, çîroknivîs, helbestvan û ßîrovegerên me çêbûn. Em wekî Înstîtuya Kurdî li Stokholmê ku bi xwedîqelem û akademîsyenên kurd re têkiliyên me hene û em û ew bi minasebetên corecor hevdu dibînin li ser daxwaza Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê roja 26.06.1999'an me li lokala Înstîtuyê bi nivîskarên kurd re civînek li dar xist. Di civînê de li dora 30 nivîskarên kurd amade bûn. Nivîskarên me ji her aliyê welêt bûn û di nav wan de bi qasî yên navdar û kevn, yên nû jî ku hê zêde xwendevan wan nas nakin, hê wan îmkan nedîtiye ku berhemên xwe çap bikin, bi hev re bûn. Endamê Serokatiya Nivîskarên Kurdistanê birêz Zeynel Abidîn li ser pirs û pirsgirêkên nivîskarên kurd axavtinek kir, bala beßdaran kißande ser dûrahiya nivîskaran a ji hev û din, rastiya ku ne yek lê belê sê rêxistinên me yên nivîskaran hene rexne kir û hate ser pêvajoya yekîtiya nivîskarên ku ew endamê wê ye: "Ev demek e em li ser programeke çapkirina kitêban disekinin. Em dixwazin alîkariya nivîskaran bikin. Ji bo despêkê formula me ev e: Nivîskarê ku xwedî berhem e bila berhemên xwe ji me re bißîne, em dê wan çap bikin, lê em ji xwediyê berheman ji sisya yekê mesrefê dixwazin. Li hemberî vê em dê 200 hebî bidin nivîskar. Ev gava ewil e, dê pißt re bi gavên din bê berdewamkirin. Bo pêßerojê plana me ew e ku em vî beßê ku ji nivîskaran digrin jî rakin û heta li gorî kalîteya kitêban û firotina wan dibe ku em alîkariyeke diravî jî bidin xwediyên berheman." Em jî vê pêvajoya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê baß û di cihê xwe de dibînin, em pißtgiriyê dikin û em hêvîdar in bi ser bi keve. [AW79D3] Rûyê dadger çima zer bû Roja 29'ê pûßbera 1999'an, ji rojeke ji rêzê ya havînê bû. Xopana Stenbolê xemgîniyê jî, kêf û ßahiyê jî dadiqurtînê. Tu kes nabe ßahidê xemgîniya rûyê cîranê xwe. Tu kes bi kêfxwaßiya hev jî nahese. Di vê behsê de gotineke navdar ku ji min re dibe tercûman hate bîra min. Tê gotin ku, "Jan bi parvekirinê kêm dibin, dilxweßî jî bi parvekirinê zêde dibe". Lê mixabin di zikê bajarê Stenbolê yê mîna hûtekî de, ne janên mirovekî yên bajarekî, yên neteweyekê dikarin bêne windakirin. Ne jan kêm dibin li vî bajarî û ne jî ßadmanî zêde dibe. Dema ku em sibehê ji mala xwe derketin ji bo ku em herin saziyê, di Metroya ku em pê hatin de her cure mirov hebûn. Min li rûye wan nêrî, lê min tu wate di rûyê wan de nedît. Di çavan de geßiyek, ßadiyek nebû. Min bêhtir xwest ku li rûyê yên ku bi gumana min kurd in binêrim. Lê bêje hema min tu cudahî di navbera rûyên rêwingiyên metroyê de nedît. Nizanim belkî min dixwest ku mirovek li rûyê min binêre û ya dilê min bibihîze û bi min re bibeßiße. Na haveynê ken û jiyanê di tu rûyan de min nedît. Bi van hestan em gihîßtin saziyê. Wekî bi milyonan mirovan, me jî roja sêßemê, serê sibehê televizyon vekir. Em mane li benda flîmê navdar ê vê sedsalê. Dema ku pißtî gelek gotinên beredayî û eletewß ên spîkerê TRT'ê anons hate dayin ku mehkeme dê a niha biryarê eßkere bike, her çiqas ji sedî sed me encam dizanîbû jî, em jî ketine nav atmosfera heyecanê. Çawa ku min sibehê hêviyek ji rûyê mirovan kiribû, spîker jî hêviyek ji rûyê Öcalan dikir. Ji xwe beriya ku wî nîßan bide ßîroveya xwe jî kir. Digot, 'dema dadmend gotiye biryara me darvekirin e û ev biryar nayê guhertin' qaßo 'Öcalan behitiye', felan û bêvan. Lê dema ku dîmenê mehkemeyê hate nîßandan, dîmenan di cih de spîker derewîn derxist. Destê wî li pißt wî bilind bû, mîna heykelekî Zerdeßtiyan li ser piyan bû. Piça guhertinê li ser rûyê wî çênebûbû. Ma ku guhertin çêbûbûya û hinekî heyecan hebûya çi dibû. Ma qey ew jî ne mirov e. Wekî gelek lêkolînvan dibêjin, di dema 12'ê Rezbera 1980'yî de dema ku Erbakan û Demirel birine Hamzaköyê, dest û pî li wan geriyane. Heta hinek tißtên hîn xerabtir jî têne gotin, lê mirov fedî dike ku li vir binivîse û em naxwwazin dilê we li hev bikeve. Gerçî ji aliyekî ve mirov heq dide feqîrê Demirel jî . Ji ber ku wî derbê artêßa tirkiyeyê dîtiye, mirov zêde lê nagire. Ji aliyê rewßa Öcalan ve wekî kêmasî, tißtek li ber çavê tu kesî neket. Berevajî vê yekê, çawa ku min got, asaletek jê difûriya. Ne rûyê wî qermiçî û ne jî ßewißî. Destê xwe ji parêzerên xwe re hejand û weke ßêrekî ji qefesa xwe derket. Lê ji bo dadmend em nikarin heman tißtî bibêjin. Xwedê tu kesî nexe ßûna wî dadmendî. Dema ku biryar xwend, rûyê wî bûbû mîna bihokê. Devê wî li hev herbilî.. Destê wî ricifîn. Ji hingî ve ez difikirim, gelo çima wiha bû? Ez ji xwe re dibêjim gelo ji ber ku camêr bû wiha bû. Bersiva min na ye. Heke ku camêr bûya dê raya xwe li hemberî ßenqkirinê bidaya. Ez dibêjim, gelo kurd bû, her çiqas asîmîle bûbe, hatibe guhertin, di dilê wî de hinek toximê kurdîtiyê maye. Ji ber wê yekê kete wî halî? Dîsa bersiva min na ye. Gelo ji tirsê ye. Naxêr, ma çima wê bitirse. Dewlet li pißta wî ye. Çi fermanê bidinê ew wê pêk tîne. Ez dikim û nakim ji hev dernaxim ka çima reng wisa li hêkim (dadmend) nema, ßîn û spî bû. Rengê wî eynî bû mîna dîwarê mehkemeyê. Hêviya min ji xwendevanan ew e ku bi ser bersiva vê pirsê vebibin, bila ji min re jî bibêjin. [CTV1] Pißtî biryara mehkemeyên Tirk, serokê gißtî yê PKK Abdullah Ocalan di daxuyaniya xwe ya yekem de, wiha got: "Li ser vê axê, aßtî wê rojekê ji sedî sed biserkeve". Ocalan da zanin ku ev biryar hîn bêtir ji bo tatmîna raya gißtî ye û got ewê Xeta xwe ya aßtiyê neguherînin. Ocalan anî zimên ku ßerê aßtiyê hîn bêtir zehmete û got; ewê vî ßerî-jî bi rêve bibe. Daxuyaniyên Ocalan di rûpelên Internetê yên bûroya hûqûqa sedsalê de bi vê sernivîsê cih girtin; `Li ser vê axê, aßtî wê rojekê ji sedî sed biserkeve'. Ocalan balê dikßîne ku ji vir û pêde, pêvajoyeke polîtîk destpêkiriye. Ocalan da zanîn ku wî biryara di derbarê dozê de bi awayekî sakîn pêßwazî kiriye û wiha got; Ev biryar hîn bêtir ji bo tatmîna raya gißtî ye. Ji ber vê yekê, zêde ne girîng e. Xeta me ya aßtiyê wê neguhere. Ocalan diyar kir, polîtîkayên bingehîn yên ku biryara idamê dan wê neyên guhertin û got, pêwîste pêvajo wergere pêvajoyek erênî. Ocalan herwiha got, di derbarê xwe de tu hesaban nake û wiha axivî: "ßerê aßtiyê, ßerekî pirr giran e. Lê belê, di heman demê de bi rûmet e. Misyona pißtî vê yekê, wê li ser kûrbûna pêvajoya aßtiyê berdewam bike. Serokê gißtî yê PKK Abdullah Ocalan xwest ku Gelê Kurd û rêxistin, biryarê bi aqil pêßwazî bikin û wiha peyîvî: "Em ßerê xwe yê ji bo aßtiyê mezin bikin û bidomînin. Di vê çarçovê de, pêwîste ti kes vê pêvajoyê di ser guhê xwe re navêje. Aßtî mecbûriyeteke dîrokî ye. Lewma, divê ti kes seranser nêzîkî çareserkirina pirsgirêka Kurd nebe. Aßtî ji ßer zehmetir e. Di ßer de ked tuneye. Lê belê, ji bo aßtiyê, kedeke mezin pêwist e. Pêvajoya aßtiyê, bêjinga pratîka me ya ßer e. Di vê pêvajoyê de pêwîste ji bo aßtiyê herkes çi bikeve ser milê wî, bicîh bîne." [CTV2] Serokê Kongra Netewî ya Kurdistanê Ismet ßerif Vanli, li ser navê Kongra Netewî bi daxuyaniyekê, biryara di derbarê Ocalan de ßermezar kir. Serokê Kongra Netewî ya Kurdistanê Ismet ßerif Vanli, li ser navê Kongra Netewî bi daxuyaniyekê, biryara di derbarê Ocalan de ßermezar kir û da zanin ku Kongra Netewî ya Kurdistanê wê di nava demeke kin de li hev kom bibe û biryarên pêwist wergire. Ismet ßerif Vanli got, mehkemeya serokê rûmetê yê Kongra Netewî ya Kurdistanê Abdullah Ocalan bi temamî siyasiye, ji ber vê yekê-jî ev yek tê maneya mehkeme kirina gelê kurd. Vanli da zanin ku ew biryara dawî ya li imrali qebûl nakin û got dewleta Tirk bi vê biryarê, destê aßtiyê ku Ocalan dirêjî wan kiriye, ßûnve vegerandiye. Vanli ji gelê Kurd xwest ku ji bo parastina mafê xwe û demokrasiyê, yekitiya xwe saz bikin û ji gelê tirk-jî xwest ku bi destê aßtiyê yê gelê Kurd bigirin. Ismet ßerif vanli, ji bo betalkirina biryarê û ji bo pêßî-girtina îdamêbang li hemû hêzên navnetewî kir ku bikevin nava tevgerê. Serokê parlamentoya Kurdistan li derveyî Welat Yaßar Kaya got; Cezayê ku dane serokê gißtî yê PKK Abdullah Ocalan li tevahiya Gelê Kurd hatiye birîn. Serokê parlamentoya Kurdistan li derveyî Welat Yaßar Kaya got; Cezayê ku dane serokê gißtî yê PKK Abdullah Ocalan li tevahiya Gelê Kurd hatiye birîn. Kaya got, eger cezayê Ocalan di pratîkê de pêk were, çareserkirina pirsgirêka Kurd wê hîn zehmetir bibe. Konseya serokatiyê ya parlamentoya Kurdistan li derveyî welat li paytexta Belçika Brukselê, li avahiya xwe ya navendî civîneke çapemeniyê li dar xist. Serokê konseya serokatiyê ya PKDW, Yaßar Kaya, cîgirê serok û nûnerê ERNK Abdurrahman Çadiricî û endamê Konseya serokatiya PKDW Hacî Ahmedî weke axaftvantevlî civîna çapemeniyê bûn. Yaßar Kaya di civîna çapemeniyê de got ku Ocalan serokê Gelekî ye û cezayê di derbarê Ocalan de li Gelê Kurd hatiye birîn. Kaya da zanîn, tunekirina fîzîkî ya Ocalan, wê pirsgirêka Kurd hîn girantir bike. Kaya got, ew pißtgiriyê didin projeya aßtiyê ya bi navê `Komarek demokratîk` ku Ocalan di dadgehê de pêßkêß kir, û got ew hêvî dike ku ev biryar nebe sedema ßerekî nû. Yaßar Kaya herwiha da zanîn, ewê ji vir û pêve weke parlamento destekê bidin aßtî û biratiyê. [CTV3] Avûkatên serokê gißtî yê PKK Abdullah Ocalan bal kißandin ser bêhûquqiya dozê û dan zanîn, ku ew biryarê qebûl nakin. Avûkatên serokê gißtî yê PKK Abdullah Ocalan bal kißandin ser bêhûquqiya dozê û dan zanîn, ku ew biryarê qebûl nakin. Avûkatan îro li Stenbolê civîneke çapemeniyê lidarxistin û diyar kirin ku girtina Ocalan-jî di nav de, pêvajoya heta roja îro, li derveyî hûqûqî ye û bi metodên awarte tê berdewamkirin. Avukatan diyar kir, ev doz ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd firsendeke û çareserî-jî di kesayetiya Ocalan deye. Avûkatan heriha dan zanîn, ku biryara di derbarê Ocalan de ne hemdemî ye û vê ßiyariyê kirin; `Bi biryara îdamê re, bêçareseriya pirsgirêka Kurd hîn kûrtir dibe." [CTV4] Hizbî Demokratî Kurdistana Iranê, PDK-I biryara dadgehên Tirk ya di derbarê Ocalan de ßermezar kir. PDK-I bi belavokekê bang li raya gißtî ya cihanê û saziyên navnetewî yên mafê mirovan kir, ku ji bo betalkirina biryara di derbarê Ocalan de, zorê bidin ser dewleta Tirk. Di belavokê de wiha tê gotin: Em ji hemû dostên mirovahiyê vê yekê dixwazin; "Di ßûna dardakirina Ocalan de, dewleta Tirk aß bikin, ku bi nûnerên gelê Kurd re dora masê rûnê û bi wan re diyalogê bide destpêkirin. Gelên Tirk û Kurd, tenê bi diyaloga ji bo çareseriyê, dikarin di nav biratiyê de bi hev re bijin. PDK-I di dawiya belavoka xwe de, ji hêzên Navnetewî dixwaze ku li cem welatên ku Kurdistanê dagirkirine, bikevin nava hewldan û xebatan, daku zor û zexta xwe ya li ser gelê Kurd bidin rawestandin. Partiya Sosyalist ya Kurdên Suriyê-jî li ser mijarê belavokek weßand û tê de bang li hemû hêzên demokrat û pêßverû dike, ku ji bo betal kirina biryara dawî ya îdamê û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ya bi rêyên aßtiyane, zorê bidin ser hukumeta Enqerê. [CTV5] Pißtî biryara dardakirinê ya di derbarê Ocalan de, Kurdistaniyên li Metropolan, rêzek çalakî li darxistin. Kurdîstaniyan doh li 14 deverên cuda çalakî pêkanin û pißtgirî dan bangên Ocalan yên ji bo çareseriyeke aßtiyane. Çalakvan, doh êvarê saet di derdora 21 û nivan de, li parka Ogretmenler ya Zeytinbûrnû hatin cem hev û bi sloganên weke; Bese ßer, Aßtî hema niha' biryara dawî protesto kirin. Gurubek din-jî dîsa li Stenbolê li Havuzbaßi û li meydana Kurtulußê li hev kom bûn û rê li trafikê girtin. Dûre, hêzên dewleta Tirk bi panzeran dor li Meydana Kurtuluß girtin. Li iki-telli-jî li taxa Mehmet Akif û taxa Ataturk, li 2 deveran çalakî pêk hatin. Li Beyaz-ßahinkaya-jî Kurdistaniyan li 5 deverên cûda lastîk ßewitandin. Çalakvan bi siloganên xwe nîßandan ku ew pißtgiriyê didin projeya Ocalan ya ji bo aßtiyê û komareke demokratik. Li Gungoren-jî, Komeke Ciwanam di çalakiya xwe de ev silogan avêtin; "Bimre faßîzm, Em ji ßer re-jî hene, ji aßtiyê re-jî hene,' û dûre belav bûn. Li Esenyurta Stenbolê-jî, Kurdistaniyan li 3 deverên cuda agir berdan lastikan û pankartek bi vê nivîsê vekirin; slav li te, serokê Netewî Ocalan. [CTV6] Kurdistaniyên li Ewropa, ji bo ßermezarkirina cezayê îdamê ya Ocalan weke doh îro-jî di nava çalakiyan de bûn. Kurdistaniyan da zanîn, ku ew destekê didin bangên aßtiyê yên Ocalan û xwestin ku biryara wî yekser were betalkirin. Biryar îro li gelek bajarên Italya hate ßermezarkirin. Li paytext Romayê, mitîngeke ku ji aliyê jinan ve hate organîzekirin li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî pêkhat. Li bajarê Mîlano-jî li ber dêra Duamo, Kurd û gelek kesên ßtalî biryar protestokir. Li bajarê Venedig-jî, Kurdistaniyan pißtî çalakiyeke rûnißtinê, civînek çapemeniyê lidarxistin. Di vê civînê de, biryar bi tundî hate ßermezarkirin. Herwiha li bajarên Floransa û Napolî, çalakî hatin lidarxistin. Di serî de li bajarên Almanya Stuttgart û Gotingen çalakî dom dikin. Li paytexta Hollanda Amsterdam, li ber qesra melîketiyê-jî rûnißtina ku doh destpêkir berdewam dike. Hate diyarkirin, çalakiya wê roja ßemiyê bi mitîngekî bi dawî bibe. Ji bilî çalakiya li paytext herwiha li bajarê Denhagê bi hezaran Kurdistanî, li ber parlementoyê, li ber avahiya belediya bajarê Rotterdamê, li bajarên Arnhem û Middelburgê di nava çalakiyan de bûn. Li paytexta Swêd, Stokholm-jî îro li ber avahiya parlementoyê biryara doza Ocalan bi çalakiyekî hate ßermezarkirin. Di çalakiyê de, komîteya aßtiyê ya Kurd û Swêdê daxwazên xwe bi dosyayekê pêßkêßî parlementoyê kirin. Li paytexta Fransa Parîsê-jî îro herwiha, Yekîtiya Azadiya Jinên Kurdistanî YAJK li navenda bajêr bi tevlîbûna hezar jinên Kurdistanî, mitîngek lidarxist. Pißtî mitînga YAJKê li heman cîh, partiyên siyasî yên fransa û rêxistinên civaka sivîl mitingek organîzekirin. Hate diyarkirin, ku çalakiyên ku li Ewropa hatine destpêkirin wê heta roja ßemiyê dom bikin. Ji aliyê din ve, rêxistinên Kurd yên li Ewropa-jî bi belavok û daxuyaniyên xwe biryara mehkemeyên tirk ya di derbarê Ocalan de protesto kirin. Heraketa Islamiya Kurdistan, Yekîtiya ewlewiyên Kurdistanê, Yekitiya Mamosteyên Kurd, Yekitiya xwendekarên Kurdîstanê û Yekitiya Hunermendên Kurdîstanê, bi daxuyaniyên cuda diyar kirin ku ew biryara mehkemeyên tirk nasnakin. Di daxuyaniyan de, ji raya gißtî ya Kurd û ji mirovahiyê hate xwestin ku li hember van neheqiyan ßiyar bin. Komiteya rêvebir ya Platforma hêzên ßoreßger yên Yekbûyî-jî, biryara dardakirinê ya li ßmrali bi tundî ßermezar kir û da zanin, ku ew vê biryarê nasnakin. Serokê gißtî yê Komeleya Mafê Mirovan Husnu Ondul-jî, di daxuyaniya xwe ya di derbarê mijarê de wiha got; Pêwistiya civaka me bi aßtiyê heye. Pêwiste em di nav birîn û nexweßiyên civakî de nejîn. Di daxuyaniyê de tê gotin, pêwiste pirsgirêka Kurd bi lezgînî were çareser kirin û tê diyar kirin ku pêwiste civaka Tirkiyê nißanê tevahiya cihanê bide, ku ew di nava aßtiyê de dijî. Daxuyanî wiha berdewam dike; Em bang li herkesî dikin ku, tim ßiyar bin û ji hestên biratî û aßtiyane yên gelan re rêz û hurmetê nîßan bidin. [CTV7] Berdevkê wezareta karê derve ya Emerîka James Rubin, darezandina serokê gißtî yê PKKê Abdullah Ocalan weke li gor prensîban nirxand. Berdevkê wezareta karê derve ya Emerîka James Rubin, darezandina serokê gißtî yê PKKê Abdullah Ocalan weke li gor prensîban nirxand û got: 'ji vir û pê de mijara cezayê îdamê girêdayî sîstema edlî ya TIrk, parlemento û serok-komarê Tirkiyê ye.' James Rubin di civîna çapemenya doh êvarê de, bal kißand ser daweya serokê gißtî yê PKKê Abdullah Ocalan û got firsend heye ku hukuemta Tirk bi hemwelatiyên xwe yên KUrd re diyalogê pêkbîne. Rubin wiha axivî: 'bi dayîna cezayê îdamê doza Ocalan bi dawî bû, lê belê pêvajoya dadî berdewam dike. Bi rengekî otomotîk mafê temyîz kirina cezayê îdamê heye. Ev mijar dikare biçe dadgeha mafê mirovan ya Ewropayê. Berpirsyariyên Tirkiyê yên navnetewî hene. Lê belê bi gißtî mirov dikare bibêje daweya Ocalan li gorî prensîban pêkhat. Avûkatên Ocalan bi rengekî adil parastina muwekîlê xwe bi cih anîn.' James Rubin di berdewamiya axaftina xwe de got: '9 rojên destpêkê ku têkiliya Ocalan bi cîhanê re qut bûbû ew ketibûn fikarê, lê ji vir û pê ve ewê bûyerê ji nêzîk ve bißopînin.' Rubin li ser pirsa rojnamevanan ya cezayê ku Ewropa li hember derdikeve-jî wiha got: 'ev mijar êdî di bin berpirsyariya sîstema edlî ya Tirk, parlemento û serok-komarê Tirk deye.' Rubîn herwiha li ser pirseke din ya rojnamevanan-jî got: 'em bawer nakin ku Tirkiye bikare bi rêbazên leßkerî pirsgirêkên çareser bike.' Berdevkê wezareta karê dereve ya Emerîka James Rubin, herwiha îddeakir, ku hemû Kurdên li Tirkiyê PKKê destekê nakin lewma firsend heye, ku dewleta Tirk b hemwelatiyên xwe Kurd re diyalogê pêkbîne, demokrasiyê pêß de bibe û ji bo hemû mafên mirovahiyê yên hemû hemwelatiyên xwe biparêze. Wezîrê karê derve yê Ingilîstanê Robin Cook ku di derbarê cezayê îdamê de, helwesta wan eßkereye û ji aliyê hemû cihanê ve tê zanîn. Wezîrê karê derve yê Ingilîstanê Robin Cook ku ji bo civîna bilind ya Ewropa û Emerîka Latînî li Brazilyêye got, ku di derbarê cezayê îdamê de, helwesta wan eßkereye û ji aliyê hemû cihanê ve tê zanîn. Robin Cook da zanîn, ku wek prensib li hember cezayê îdamêne û helwesta Yekîtiya Eropayê ya dijber bi bîrxist û got ewê hewl bidin da ku helwesta wan ji aliyê Tirkiyê ve baß were fêm kirin. Biryara dadgeha dewleta Tirk ya li hember serokê gißtî yê PKKê Abdullah Ocalan li seranserî cîhanê deng veda. [CTV8] Biryara dadgeha dewleta Tirk ya li hember serokê gißtî yê PKKê Abdullah Ocalan li seranserî cîhanê deng veda. Rêvebiriyên gelek welatan biryarê rexne dikin û banga aßtiyê ya Ocalan weke firsendeke dîrokî dinirxînin. Herwiha, li gelek deverên cîhanê, bersîv-nedayîna ji pêßniyaza Ocalan re weke revandina firsenda aßtiyê tê ßîrovekirin Serok dewletê Fransa Jak Chirak diyarkir weke dewleta Fransa ew alîgirê guhertina cezayê îdamê ne û pêkanîna vê jî karê edaletê ye. Serokê parlementoya Ewropa Jose Maria Gil Robles nameyek ßand ji serokê meclîsa Tirk Yildirim Akbulut re û daxwazkir, ku cezayê Ocalan sivik bikin. Gil Robles di nameya xwe de bi bîrxist, ku parlementoya Ewropa her dem li hemberî cezayê îdamê ye. Wezîrê karê derve yê Rûsya ßgor ßvanov, bal kißand ser helwesta Tirkiyê ku ji sala 1984an û pê ve cezayê îdamê înfaz nekiriye û got: em hêvî dikin ku heman helwest ji bo Ocalan-jî were nîßan dayîn. Ivanov herwiha, dibêje pêvajoya prosedurê hê neqediyaye û mafê Ocalan heye ku serî li dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê bide. Di vê navberê de, hemû serokên grûbên partiyên di parlementoya ßtalya de, bang li serokmeclîsî ßtalya Luçîano Violante kirin da ku biryara li hember Ocalan ya dewleta Tirk di meclîsa xwe de gotûbêj bikin. Rêveberiya Fînland-jî ku ji yekê Tîrmehê pêve serokatiya Yektîya Ewropayê ji Almanya werdigire diyarkir, ku Yekîtiya Ewropa wê bi gißtî li dijî cezayê idamê yê li OCalan hatiye birîn, derkeve. Berpirsyara karên Ewropa yê wezareta karê derve ya Finland Annelie Puura-Markala ji ajansa Roytesê re da xuyakirin, ku 15 endamên Yekîtiya Ewropa biyarek hevbeß li hember cezayê dardakirinê amade dikin. Puura-Markala dibêje, di nava Yekîtiya Ewropa de di vî warî de hevgirtinek heyeû dihate hêvîkirin ku biryar ne cezayê mirinê be. Lewma, niha ew dixwazin, ku cezayê dane Ocalan înfaz nekin û di rojên pêß de ew li bendê ne ku Tirkiyê cezayê îdamê rake. Puura-Markala herwiha diyar dike, ku di zêdêkirina endamên Yekîtiya Ewropa de binpêkirina mafên mirovan dißopînin lê ew dixwazin li gel pirsigirêkên din têkiliyên Tirkiyê bê Yekîtiya Ewropa re bi pêß bixin. Li aliyê din, 9 dewletên Ewropa Navîn û yên Rojhilat li hember biryara dewleta Tirk ya ku daye Ocalan, derketin. Rayedarên Bulgaristan, Estoniya, Letonya, Polonya, Romaniya, Slovkiya, Komar Çek, Slovênya û Macaristanê ji bo Mafên bingehîn yên dewletên endamên Yekîtiya Ewropa û dewletên namzet binirxînin civînek lidarxistin. Di civînê de, dan zanîn, ku cezayê îdamê yê dewleta Tirk dayê Ocalan ne li gorî peyman mafên mirovan ya Ewropaye. Grûba çavdêriya mafên mirovan ya navnetewî-jî li Stembol û New Yorkê di heman demê de belavok weßandin û diyarkir, ku di cezakirina Ocalan de pirr kêmasî û ßaßîtî hene. [CTV9] Fedarasyona Komela Mafên Mirovan ya Navnetewî jî bang kir ku cezayê dardakirinê biguherinîn cezayê girtîgehê. Fedarasyona Komela Mafên Mirovan ya Navnetewî, li Parîsê belavokek weßand û da zanîn ku darezandina Ocalan bi awayekî ne rast pêkhatiye û cezayên îdamê ti pirsgirêkan çaresernakin. Serokwezîrê Norweß Kjel Magne Bondevîk-jî daxwaz kir, ku biryara di derbarê Ocalan de neyê înfazkirin, ji bo ku ew dîtinên xwe ji Tirkiyê re ßîrove bikin ewê rêyên dîplomatîk û siyasî bikarbînin. Wezîrê karê derve yê Norweçê Knut Vollebaek-jî bi bîrxist, ku Tirkiye endamê Konseya Ewropaye û ev biryar li dijî nirxên bingehîn yên Konseya Ewropaye. Wezîra karê derve ya Swêd Ann Lind da zanîn, ku ew li hember biryara îdamêne û vê biryarê ew xistine nav fikaran. Berdevkê hukumeta Spanya Josep Pique ji parlementoya Tirkiyê daxwaz kir, ku cezayê dardakirinê asteng bikin. Wezareta karê derve ya Efrîka Baßûr-jî cezayê îdamê weke biryareke neheq nirxand û ji Tirkiyê sivik-kirina vê cezayê xwest. Serokwezîrê Portegiz Antoio Gutteres li Brazilyayê daxuyaniyek da û got: Eger cezayê dardakirinê were înfaz kirin, wê navbera TIrkiyê û Yekitiya Ewropayê xera bibe. [CTV10] Çapemeniya cihanê doh û îro bi nûçeyên di derbarê biryara dewleta Tirk ya li hember serokê gißtî yê PKKê Abdullah Ocalan ve dagirtiye. Li gel kanalên televziyonan, radyo û ajansên nûçeyan di nûçeyên îro yên di rojname û kovaran de deng vedana biryarê û encamên wê têne nirxandin. Nûçegihanên rojnameyên Ewropa helwest û rexneyên li Kurdistan û Tirkiyê û helwesta rayedarên PKKê û daxuyaniyên rêveberiya Enqerê û hukumetên Ewropa, ßîrove dikin. Di nûçe û nivîsaran de, xala hevbeß ewe ku bi gißtî dibêjin: 'pêwîste dewleta Tirk ji bo berjewendiyên xwe cezayê îdamê înfaz neke.' Rojnameya Fransî Liberation di herdu rûpelên xwe yên pêßîn de radighîne, ku îdam kirina serokê gißtî yê PKKê wê deriyên Ewropa ji Tirkiyê re bigire. Di nûçeyeke din ya rojnameyê de, rexneyên ji Bakurê Kurdistanê yên li hember biryara dewleta Tirk, kurdek wiha dibêje: 'bila ti kes ji min re behsa demokrasiyê neke, li vê derê ji bo KUrdan ti azadî tuneye.' [CTV11] Li baßûrê biçûk, li bajarê Amudê, kesekî bi armanca protestokirina biryara îdamê ya di derbarê Ocalan de, agir berda bedena xwe. Demeke kin pißtî diyarbûna biryara mehkemeyên tirk ya di derbarê serokê gißtî yê PKK Abdullah Ocalan de, kesê bi navê Cihad li sûka Amûdê, benzin di ser xwe de kir û agir berda bedena xwe. Dûre, Cihad rakirin nexweßxaneya Masad ya ßamê û tê gotin rewßa wî ya tendurustî gelekî xirabe û ew hin-jî ji tahlûka mirinê xilas nebûye. Di vê navberê de, li pêßiya nexweßxaneya ku Cihad lê derman dibe, gelek Kurdistanî hatin cem hev. [CTV12] Nûnerê rojnameya Washington Post û yê radyoya dengê Emerika yê li Tirkiyê Amberîn Zaman da xuya kirin, ku dema ku ew li muduriyeta polêsan ya Koserê, di bin çavan de bûye, lê heqaret hatiye kirin. Zaman da zanin ku ew ji bo hevdîtina bi seroka belediyê, Cihan Sincar re çûye Kosêre, lê belê hêzên dewleta Tirk ew li wê derê xistine bin çavan. Zaman diyar kir ku ew li muduriyeta polêsan ya Çaxlara Koserî girtî bûye û wiha peyivî: Mîna sûçdarekî bi min re muamele kirin. BI hin helwestan xwestin min bêrûmet bikin. Zaman da zanin, çûyîna wî ya Koserê ya bê-destûr, weke bahaneya girtina wî ya binçavan hatiye nißandan û bibîrxist ku Koser, ne di nava herêma rewßa awerte de ye. Zaman da xuya kirin ku ew li ser hewldanên sefîrê Emerikî yê li Enqerê, serbest hatiye berdan. [CTV13] Kanala televizyona dewleta Tirk TRT-INT ku li Ewropayê weßanê dike, li herêma Belçika Kempin ji weßana kablo hate derxistin. Li herêma Kempen ku li bajarê herî mezin yê herêma flaman ya Belçika Antwerpenê ye, serokê saziya weßana kablo ya 27 belediyan Hugo Van Rompay diyar kir, ji ber ku TRT-INT teßwîqî dijwariyê kiriye, wan ev kanal heta dawiya meha ilonê ji xeta weßanê derxistiye. Van Rompay îro daxûyaniyek da televizyona Belçika VRT û wiha axivî: Eger generallên Tirk karibin ekranên Med-TV reß bikin, bila bawer nekin ku em-jî nikarin li dijî kanalên wan tedbîran bigrin. [CTV14] Li derûdora navçeya Mêrdîn Nisêbînê, yekîneyên artêßa Tirk operasyona ku daye destpêkirin, berdewam dike. Li aliyê din, hate zanîn ku li Amedê, di navbera gundî û cehßan de ßer derketiye. Li gorî agahiyên nûçegîhanên me yên li herêmê, operasyona leßkerên girêdayî Fermandariya Tabûra Nisêbînê, li derûdora navçê berdewam dike. Heta niha ti ßerê rû bi rû derneketiye, lê belê hate ragihandin ku di dema tevgerê de pêr leßkerekî pêl mayînekî kiriye. Leßkerê birîndar, rakirine nexweßxaneyê. Wekî din di dema heman tevgerê de du birayên bi navê Ramazan û Mahîr Kinali ku pezên xwe diçêrandin, bêî ku tu sedem were nîßandan, ji aliyê leßkerên tirkan ve hatine binçavkirin. Li aliyê din, li navçeya Amed Dîcle di navbera cehß û gundiyan de ßer qewimî, û di encamê de, yek jê cehß bi gißtî 5 kes birîndarbûn. Kesên birîndar rakirin nexweßxaneya zanîngeha beßa tibbê. Pißtî vî ßerî, leßkeran avêtin ser malan û di lêgerînan de dest danîn ser 20 çekên cehßan. [CTV15] Li baßûrê navçeya Amed Pasûrê, li herêma Geliyê Godernî, leßkeran agir berdane daristanên li Girê Gazê. Li gorî nûçegihanên me yên herêmê, agir li seranserê gir belavbûye û hin xanî û rez-jî ßewitîne. Li gorî ragihandinan, leßkeran ne hîßtine ku gundî agir vemirînin. Li herêma ku agir girtiyê, beßeke mezin ya daristanê ßewitiye. Li aliyê din, li herêma derdora navçeya Mêrdîn, Mazîdaxê, roja ßemiya derbasbûyî cehßan dest danî ser 20 pezên ßivanê bi navê Mehmet Gumußsuyu. Dema ku Gumußsuyu nexwest pezên xwe bide wan, cahßan lê xistin. Mehmet Gumuß-suyu, ji bo tedawiyê rakirin nexweßxaneya dewletê ya li Mêrdînê. Gumußsuyu dure-jî li cem Fermandariya Jendirmeyên navçeyê, gilîyên cahßan kir, lê belê Fermandariyê giliyê wî di ser guhê xwe re avêtiye û qebûl nekiriye. [CTV16] Li ser ambargoya xwarinê-jî, ambargo destpêkir. Li Licê, di çarçoveya ambargoya heta niha de, gundî ji bo ku karibin xwarina xwebikirin, her meh li wan Fiß dihate belav kirin. Lê belê, bi bahaneya ku ev xwarinên ku têne kirrîn diçin ji PKK re, vê mehê fîß nehatin belavkirin. Li gorî nûçegihanê me yê li herêmê, li navçeya Amed Licê, fîßên ji bo kirîna xwarinê ku her meh li gundiyên derdorê dihatin, belav kirin, wê heta talimata duyem, neyên belavkirin. Ji ber ambargoya ku ev bi salane li herêmê berdewam dike, hemû xwarina zexire ya gundiyan qediya û xwarina ku gundiyan ji Amedê anibûn-jî li ser rêya Lice û Amedê, ji aliyê hêzên dewletê yên qereqola Dûrû û Mermer ve ve hate desteser kirin. Di vê rewßê de ambargo li ser van gundan pêk tê; Merdiniyan, Bekiran, Goma Alika, Koçik, Mele, ßßxani û Banadera. Ji aliyê din ve, hêzên Dewletê, vê mehê fiß nedan gundiyên Baravi, Hesîgî, Hesena, Kola û Xirpagi. Ev gund beriya niha hatibûn vala kirin, lê belê ji bo ku dirûtina çandiniyên xwe gundî ji bo demekê zivirîbûn gundên xwe. Ji aliyê din ve, li Yayladereya Çewlikê ambargoya xwarinê ya li ser gundên Hasköy, Cönek, Maran, ßßxan, Anzeving, Avtariç Zeynelli, û ya li ser 40 gundên qereqoçana Elezizê berdewam dike [CTV17] Iddîayên di derbarê êßkencekirina Rasim Kayra de, zêde dibin. Cesedê Kayra ku beriya demekê li navçeya Antakya, Dortyolê hatibû dîtin, ßopên êßkenceyê di bedena wî de hatibûn tesbîtkirin. Di derbarê mijarê de, komîsyona ßopandina doza Suleyman Yeter, bi daxuyaniyekê diyar kir ku ev bûyer cinayeteke û Kayra bi êßkenceyê hatiye kußtin. Di daxuyaniya komîsyonê de tê gotin ku di bedena Kayra de qulên berekan hene û milekî wî hatiye birîn û ev-jî diyar dike, ku ew bi êßkencê hatiye kußtin. Hatibû îddîakirin ku Kayra pêl mayînekê kiriye û miriye. Lê belê, komîsyon li dijî vê îddîayê derdikeve û dibêje, rûyê Kayra perçe nebûye, ev-jî nîßan dide ku wî pêl mayînê nekiriye. Li aliyê din, Diya Rasim Kayra, Zeynep Kayra diyar kir, ku kurê wî bi awayekî vekirî hatiye înfazkirin û wiha got: "Eger lêkolîna vê bûyerê li Tirkiyê çênebe, ezê serî li dadgeha mafên mirovan ya Ewropayê bidim." Dayîka Kayra, di derbarê bûyerê de gotinên xwe wiha berdewam kirin: "Cesedê kurê min-jî nîßanî min nedan. Ji bo ku dinyayê ji vê pirsgirêkê haydar bikim, çi ji destê min bê, ezê bikim. Dilê min ßewitî, bila dilê kesên din neßewite. Hêzên ewlekariya Tirk, berî heftiyekê Rasim Kayra kiribû bin çavan û pißtî çend rojên din, ev daxuyanî belav kiribû: "Li eraziyê dema ku dixwest cihekî rê me bide, pêl mayînê kir û mir. [CTV18] Zeynep Kinaci di 3'yemin salvegera mirina xwe de, li gelek deveran hate bibîranin. îro salvegera mirina Zeynep Kinaci ye. Zeynep Kinaci di 3'yemin salvegera mirina xwe de, li gelek deveran hate bibîranin. Yekitiya Elewiyên Kurdistanê bi munasebeta vê salvegerê de mesajek weßand û da xuya kirin ku ewê li nirxên Kinacî xwedî derkevin. Zeynep Kinaci ku di nava ARGK de jê re digotin Zilan, roja 30 hezirana sala 1996an, li meydana Cumhuriyetê ya Dersimê daket nava leßkerên tirk ku di merasima alê de bûn û bombeyên di paßila xwe de, teqandibûn. Zeynep Kinaci li pey xwe nameyeke li ser azadiyê-jî hißtibû û wiha gotibû: 'Ez dixwazim bibim xwedî jiyaneke watedar. [CTV19] Rêveberiya Kahîrê da xuyakirin ku ew ji serokê partiya Karker ya Israîlê Ehud Barak pir bihêvî ye. Serok komarê Misirê Husnu Mubarek li Emerîka diyarkir, ku di hilbijartinên meha Gulanê yên îsraîlê de serkeftina Ehud Barak bûyereke pir erênî ye. Mubarek wiha got: 'Bi xêra Barak di asoya Rojhilata Navîn de, rojeke nuh dibiriqe.' Mubarek li zanîngehekê axifî û diyarkir ku hêviya wî heye ku hikûmeta nû ya Burak, hem qedera Filistînê û Israîlê, hem jî ya Rojhilata Navîn biguherîne. Serok-komarê Misirê wekî din anî zimên ku ew bi hatina Barak ya ser desthilatdariyê, ewê jî lez bidin têkiliyên xwe û dawî li têkiliyên xerab yên dema Netenyahû bînin. Cigirê wezîrê karê derve yê Amerîka û herwiha ßefê maseya Rojhilata Navîn Martin ßndik da xuyakir, ku bûyerên dawî yên li ßsraîlê ji bo pêßketina pêvajoya aßtiya rojhilata Navîn gavên girîng in. ßndik, herwiha da zanîn, ku pêwîste hukumeta Misirê têkiliyên xwe bi Israîlê re bi pêß ve bibe. Mubarek wê sibê li Waßîntonê bi Serokê Amerîka Bill Clinton re, li ser mijarên pêßvebirina pêvajoya aßtiya Rojhilata Navîn û alîkariya Emerîka, hevdîtinan pêk bîne. [CTV20] Nûçeyên li ser bûyerên li Brazilya, Tîmora Rojhilat, Yugoslavya, Japonya û Korê Baßûr Brezilya Civîna bilind ya ku tê de serokên Emerîkaya Navîn û Baßûr, dewletên Derya Karaîpû yên 15 welatên Yekîtiya Ewropayê, cih digrin, li bajarê Brezîl, Rio de Janeîro berdewam dike. Di rojeva civîna îro de, mijarên siyasî hatin nirxandin. Li Civîna bilind ya du rojan ku doh êvarê li Rîo destpêkir, mijarên weke 'demokrasî, pêßxistin, mafên mirovan, hevgirtina herêmî, reformên Neteweyên Yekbûyî, kaçaxçîtiya narkotîkê û sûcên bi organîze hatin guftugokirin. Serokdewletê Kubayê Fîdel Kastro jî di nav de, bi tevahî 48 lîder tevlî civînê dibin. Timora Rojhilat Heyeta Neteweyên Yekbûyî ya ji bo pêkanîna referandûma di der barê rewßa nû ya Tîmûra rojhilat de li herêmê hatiye bi cih kirin, xebatên xwe berdewam dike. Di referandûmê de wê were diyar kirin ka Tîmûra Rojhilat wê bi Endonezya re bibe yek an jî bibe serbixwe. Heyet, îro karên xwe di bin ewlekariyeke bi tedbîrên berfireh de, pêkanî. Grûbek milîs ya Endonêzî li dijî xebatkarên heyetê êrîßek pêkanî bû û di encamê de, 12 kes birîndar bûbûn. Yugoslavya Pißtî ku NATO tevgera xwe ya li dijî Yoguslaviya rawestand, cara yekem seroka komîseriya mafên mirovan ya Neteweyên Yekbûyî Mary Robbinson çû Kosovoyê. Hate diyarkirin, Robbinson wê li ser rewßa kesên sivîl yên Sirb ku vegeriyane Kosovoyê lêkolînê bike. Japonya Li bajarê Japonya Hîroßîma, di encama karesateke lehiyê de 23 kes jiyana xwe ji dest dan û gelek kes-jî birîndarbûn. Hate diyarkirin, ku di heman keresatê de, 15 kes-jî wendabûne. Ji ber ßiliya dijwar û giran, navenda bajêr bi tevahî di bin avê de maye. Kore Baßûr Li bajarê Korê Baßûr Hwansung, di dibîstanekê de ji ber ßewatê 23 kes zarok jiyana xwe wendakirin. Nayê zanîn ka agir ji ber kîjan sedeman derketiye. Bûyer ji aliyê kamerayeke vîdeo hatiye kißandin. Hin rayedaran di derbarê mijarê de da xuyakirin, ku di vê avahiyê de, 454 kes diman. Hêzên rizgarkirinê heta niha cesedên 23 zarokan ji avahiyê derxistine. Li gorî daxuyaniyan polêsan bi xwe, bi gißtî 520 zarok di avahiyê de hebûne. [CTV21] Kurdistanî biryara di derbarê Ocalan qebûl nakin û ev çend rojin li her deverên cîhanê derketine kolanan. Li gel nerazîbûnên Kurdistaniyan, gelek dewletên Ewropayê-jî vê biryarê weke israra ser dinirxînin û li hember derdikevin. Ji her çar aliyên cîhanê gelek sazî û rayedarên dewletan pistgirî didin daxuyaniyên Ocalan. Li aliyên din, Kurdistanî li Ewropa-jî çalakiyên xwe bi slogana ji bo OCalan azadî û ji bo Kurdistanê astî berdewam dikin. Di çalakiyan de, Kurdistanî girdana xwe ya bi Ocalan tînin ziman û gelek nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl û gelek kesayet di mitîngê de destek dan Kurdistaniyan. Li paytexta ×talya Romayê mesa Kurdistaniyan saet di 17an de li taxa Esgulino destpêkir û gelek rêxistinên civakî yên sivîl û endamên sendîka tevlîbûn. Mitînga Kurdistaniyan li meydana San Marko bi dawî bû û Kurdistanî û îtalî li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî kon vekirin. Hate ragihandin, ev çalakî heta ku dadgeha îstînaf ya duyemîn ya Romayê di 7ê Tîrmehê de serlêdana penaberiyê ya Ocalan binirxîne, wê berdewam bike. Li bajarê ×talya Kotanzaro-jî bi qasî 2 sed Kurd û ×talî mesek li darxistin û pistgiriya xwe ya ji bo Ocalan nisan dan. Li paytexta Swîssre Bernê-jî 5 hezar kes mesiyan. Mitîng di bin slogana ji bo Ocalan azadî ji bo KUrdistanê astî de pêkhat û li gel Kurdistaniyan rêxistinên kUrd û yên çêpên Tirk-jî besdar bûn. Endamên Kongreya Neteweya Kurdistanê mesê destek kirin û pistre mitingek hate lidarxistin. Di mitîngê de, cigirê sekreterê gistî ya partiya sosyalista Swîssre Aybet Pirer ku di heman demê parlemeterê netewiye axaftinek kir. Mitîng bi sloganên ji bo pistgiriya Ocalan û girtîna dîlanê bi dawî bû. Li navenda bajarê Almanya Boxumê, bi qasî hezar kes posterên Ocalan hildan û slogan avêtin. Di vê mesê de malbatên sehîdan-jî besdarbûn, nûnerê ERNKê-jî axivî. Malbatên sehîdan di rêza pês ya mesê de bi wêneyên gerillayên ku jiyana xwe ji dest dane cihê girtin. Li bajarê Munsterê-jî, Kurdistanî li navenda bajêr mesek li darxistin û nûnerên partiya PDS û hembwelatiyên Alman-jî tevlîbûn. Di dawiya mesê de, çalakiya rûnistinê pêkhat û xwepêsandêr di belavoka xwe de diyarkirin, ku biryara di der heqê Ocalan de nasnakin. Li bajarê almanya Mûnihê-jî Kurdistanî mesek pêkanîn û sloganên weke 'ji dardakirnan re na, bila astî niha pêkwere' avêtin. Parlementera partiya Keskan Klaudia Rot-jî mesajek sand mesa Kurdistaniyan. Li paytexta Fransa Parîsê li meydana bi navûdeng Bastî çalakiyek pêkhat. Di çalakiyê de, bi hezaran Kurdistanî gelek rêxistinên Fransî besdarbûn û ji bo OCalan azadî xwestin. Li bajarê Lîon li taxa Platz Belkurzê însiyatifa pistgiriya ji gelê Kurdistanê re çalakiyek rûnistinê lidarxistin. Li aliyê din, li paytexta Awusturya însiytifa astiya ji bo KUrdistanê bi besdarbûna hezaran Kurdistanyan mesek hate lidarxistin. Rêxistinên KUrd û çepên Tirk-jî tevlî mesên bûn û 60 kesên ku bi kincên res li pêsiya mesê cih girtibûn bala ray gistî kisand. Di mesê de, herwiha gelek jin û zarok-jî hebûn û Kurdistanî bi mitîngekê mesa xwe bi dawî anîn. Li bajarê Insburgê-jî bi qasî 500 Kurdistanî mesek lidarxistin. Li welatê Skandînavya Swêdê-jî li bajarê Sandviken û Gevle mitîngek hate çêkirin û ji çar aliyên Kurdistanê gelek kes besdarbûn. Li navenda bajêr, grûbek Tirk li hember mitînga Kurda ala Tirka vekirin û xwestin provokasyon pêkbînin. Lê belê, polêsên Swêdî Tirkên ku dixwestin provokasyon pêkbînin gitin binçavan. Li bajarê Helsinborg-jî bi tevlûna partiya çepgir mitingek hate lidarxistin û serokê partiyê axivî û da zanîn ku ew biryara di derbarê Ocalan de nasnake. Li paytexta Danîmarka Kopenhagenê saet di navbera 13 û 15an de çalakiyek nobet girtinê pêkhat. [CTV22] Dîlên ser ên PKK'ê yên li zindanên Tirkiye û Kurdistanê, biryara dardakirinê ya ji bo Abdullah Ocalan, sermezarkirin. Dîlên ser ên PKK'ê dan xuyakirin ku ew ne alîgirên ser, alîgirên astiyêne. Li ser navê zêdetirî 10 hezar dîlên ser ên PKK'ê yên li hemû zindanên Kurdistan û Tirkiyê, Sabrî Ok, Muzaffer Ayata û Mehmet CAn Yuce daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de tê gotin; di kesîtiya serokê gistî yê PKK'ê Abdullah Ocalan de li gelê Kurd, biryara dardakirinê hatiye birrîn. Dîlên ser ên PKK'ê biryara dardakirinê sermezar dikin û dibêjin; ew biryareke wiha nas nakin. Her wiha dîlên ser dixwazin ku banga Ocalan a astiyê di ser guhê re navêjin. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin; 'Eger dewlet polîtîkayên xwe yên înkar û qirkirinê bidomîne, li tevahiya herêmê wê serên sedsalan, destpê bikin. Di daxuyaniyê de tê bi bîrxistin ku Kurd li Rojhilata Navîn hêzeke dînamîk û zindî ye. Di vê çarçoweyê de wiha bang li dewleta Tirk tê kirin; Em ji rayedarên dewletê re dibêjin, dardakirina Serok Apo ti tistî çareser nake. Bangawaziyên astiyê yên Serok Apo îro tîne zimên, ne tenê daxwazên gelê Kurd û Tirk, her wiha daxwaza gelên Rojhilata Navîne jî. Em dîlên ser ên di zindanan de ne alîgirên xwînrijandinê, em alîgirên astiyê ne. [CTV23] 4 partiyên Kurd ku di îttifaqa demokrasî ya Kurdistanê de cih digirin, biryara mehkemeyên Tirk ya di derbarê serokê gistî yê PKK Abdullah Ocalan de sermezar kir. Hizbî Demokratî Sosyalistî Kurdistan, Hêzbî zehmetkêsanî Kurdistanê, Partî muhafezekarê Kurdistan û Bizotneweyî Demokrasîxwazan, nerazîbûnên xwe doh bi belavokekê diyar kirin. Partiyên basûrê Kurdistanê bal dikisînin ku biryara di derbarê Ocalan de, ji bilî ser ti rêyek din ji Kurdan re nehistiye. Di daxuyaniyê de, tê gotin, pêwiste di nava Komara tirkiyê de ji Kurdan re-jî, cih hebe. Her 4 partiyên Kurd ji Rayagistî ya Navnetewî dixwazin ku dengê nerazûbûna xwe bilind bikin, û bang li hemû partî û rêxistinên Kurd dikin ku di bin siwana Kongreya Netewî ya Kurdistnaê de werin cem hev. Di vê navberê de, Sendikaya xebatkarên tendurustiyê ku navenda wê li Suleymaniyê ye, Komeleya parastina çand û kultura Kurd - jî bi daxuyaniyekê, biryara îdamê ku dane Ocalan sermezar kirin. Eniya Jinên netewî ya KUrdistan da xuyakirin ku ew biryara dardekirinê ya di der barê serokê Gistî yê PKKê Abdullah Ocalan de nas nakin. EJNKê diyar kir ku biryara dardakirinê tê wateya israrkirina di ser de. EJNKê di daxuyaniya xwe ya îro de dibêje, armanca dewleta tirk pasvexistina têkosîna gelê kurd e û wiha berdewam dike: Artêsa me ya Rizgariyê bi biryare ku hêza xwe bide ser pêvajoyê. Hêza me jinan îro ji herdem bêhtir têra vê yekê dike. Rêxistina Eniya Rizgariya Netewa Kurdistan ya Amedê-jî di derbarê biryara dardakirinê de daxuyaniyekê wesand. Rêxistina ERNK ya Amedê, da xuya kirin, kar bi dest û esnafên Amedê bi armanca protesto kirina cezayê dardakirina Ocalan wê sibê dikanên xwe venekin. Di daxuyaniyê de tê diyar kirin ku wê sibê li Amedê ti kes ji malên xwe dernekeve û wiha hate gotin; Li hember bangên Ocalan yên astiyê, biryara dardakirinê hate dayîn. Ev yek nayê qebûl kirin. Cigirê sekreterê gistî yê Konseya Ewropa Hans Kristiyan Kruger da xuya kirin, zora Ewropa ya ji bo ku ocalan neyê darda kirin, gelekî zelal û vekiriye. Kruger got, pêwiste Dewleta tirk vî zorê sas û çewt sîrove neke. Kruger bibîrxist ku Konseya ewropa û welatên yekitiya Ewropa li dijî cezayê dardakirinê ne û wiha got: Eger Tirkiye xwe weke welatek Ewropa dibîne, wê demê nikare rêyekî dijberî ewropa bisopîne. Kruger, da zanin ku ew gotinên Ocalan yên di mehkemeya tirk de gelek bas û erênî dibînin û diyar kir, eger tirkiye van gotinan ciddî bigire wê ji bo faydeya wê be. [CTV24] Çapemeniya Navnetewî, pistî biryara dadgeha li Imraliyê, hê jî pêvajoyê disopîne. Rojnameya Fransi Le Mond divisîne ku her çend rêveberiya Enqerê dibêje; di qonaxeke fermî de têkilî karê min ê hundur nebin, dîsa jî îsaret hene ku biryara dardakirinê bi cih neye. Çapemeniya Elman jî di nûçeyên xwe de dibêje; PKK berpirsiyariya êrîsên li hemberî komele û kargehên Tirk hilnagire. Sernivîsa nûçeya rojnameya Lu Mond wisaye; 'Li Enqerê, guftûgoyên di derbarê çarenûsa Abdullah Ocalan de her ku diçe mezin dibin.' Nûçegîhanê rojnamê yê Tirkiyê Nikol Pop balê diksîne nerazîbûna rayedarên fermî yên dewleta Tirk li hemberî daxuyaniyên Ewrûpa yên biryara dardakirinê bi cih neynin û wiha dibêje; lê belê MEDYA di van rojên dawiyê de, di sîroveyên xwe de zêdetir li ser zirarên dardakirin yên ji bo berjewendiyên welêt, radiweste. Serok Komarê Tirk Silêman Demirel diyarkiribû ku ewê biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê qebûl bikin. Li gorî hin sîrovegeran; bi biryara Dadgeha Mafê Mirovan, parlementoyê weke ji sala 1984 û virve gelek dosya çawa pasve avêtine, wê dosya Ocalan jî ji bo demeke dirêj pasve bavêje. Kovara Hefteyî ya Fransiyan Lo Puwen, di hêjmara xwe ya dawî de, dibêje berjewendiya Tirkiyê di pêkneanîna biryara dardekirinê de heye û xal bi xal van berjewendiyan rêz dike. Li gorî nûçeyê; eger Tirkiye Ocalan bi dar ve neke, wê demê rejîm wê rê li statuya sehîdbûna Ocalan jî bigre. Li aliyê din, eger Ocalan were dardakirin, wê rews ji nû ve dijwar bibe û dibe ku têkiliyên dewleta tirk bi Yekîtiya Ewrûpayê re werin birrin. Çapemeniya Elman, bêjtir li ser bûyerên van rojên dawiyê yên li Elmanya radiweste û cih dide daxuyaniya PKK'ê ya di vî warî de. Rojnameya Elman, Frankfurtir Rundschau bi sernivîsa; PKK'ê berpirsiyariya êrîsên li Elmanya hilnegirt' dinivisîne û cih dide daxuyaniya ERNK'ê. Li ser navê ERNK'ê dibêje; bûyerên têne holê provakasyonin. Rojnameya Elman li ser êrîsa li hemberî komeleyeke li Kolnê radiweste û balê diksîne kustina hemwelatiyê Tirkiyê Erol Ispir. Li gorî agahiyan; ERol Ispir, li Elmanyayê ji bo di navbera Elman, Kurd û Tirkan de hurmetek beramberî hevdu pêk were, li ber xwe dida û ji nijadperestên Tirkan gelek caran gef lê dixwarin. Rojnameya Suddoyçe Saytung jî cih ji daxuyaniya ERNK'ê re veqetandiye. Di nûçeyê de, li ser bûyeran agahî hatiye dayîn û ji aliyekî din ve jî li ser daxuyaniya HADEP'ê ya di derbarê biryara dardakirinê de radiweste û cih dide hin besên girîng. Ji daxuyaniyê hin besên di nûçeyê de cih digirin wihane; Bi dardakirinê, astiya civatê nayê sazkirin. Li hemberî gelê Kurd heta polîtîkayên înkarê û qirkirinê neyên berdan û çav li çareseriyên demokratîk neyên gerîn, çareserî pêk nayê. [CTV25] Operasyonên ku Artêsê Tirk li Kurdistanê dimesîne, dîsa bûn sedemê derketina ser. Di serên li Colemerg, Çewlik, Batman û sirnaxê de 12 lesker hatin kustin. Li nêzî gundê Xelîfan ê girêdayî navçeya Çewlik Karlovayê, di navbera yekîneyên leskerî yên artêsa tirk ku vedigeriyan û gerillayên ARGK'ê de pêr derket. Di ser de, leskerê artêsa tirk ê bi navê Velî Selçûk jî di navê de yek jê çawesikî pispor 3 lesker hatin kustin û leskerên bi navê Murat Polat, Mehmet Erol û Yasîn Koçer birîndarbûn. Li aliyê din, leskerên qereqola Salmiç a navçeya Karliova ku pêr derketibûn operasyonê, karwanekî wesayîtan ê lesker hilgirtibû, kete kemîna gerîllayên ARGK'ê. Buroya çapemeniyê ya ARGK'ê di derbarê bûyerê de diyarkir ku di wesayîta leskerî ya tîpa Reo de ji 15 leskeran, yek jê assubay 5 lesker hatin kustin. Her wiha hat ragihandin ku di kemînê de 5 jê giran 9 leskerên birîndar rakirine nexwesxaneya Çewlikê ya dewletê. Dîsa di heman rojê de, yekîneyeke pêseng a tabûra Serxaçe girêdayî navçeya Karliovayê ku ji operasyonê vedigeriya ket kemîna gerîllayên ARGK'ê. Di vê êrîsê de ku danê sibê saet di 5an de pêk hat, 4 lesker hatin kustin û leskerek jî birîndarbû. Li gorî çavkaniyên herêmê; li qada Dalamper a navçeya Colemerg semzînanê, li qada Kumlutepe ya navçeya sirnax Bêsebabê û li derdora gundê Kaletepe ya navçeya Batman Hezoyê, ser derketine. Di derbarê van seran de me serî li walîtiya rewsa awarte ya ji bajarên kurd berpirsiyar da, lê ti bersîv neda me. [CTV26] Li navçeya Sîîrt Perwari, Fermandariya Tirk ya Alaya 121an ya Perwarî, çûyîn û hatina gundên derûdorê kêm kir. Li gorî ajansa Nûçe ya DEMê, di çarçoveya vê pêkanina nû de, pistî saet 17 û nivan çûyîn û hatina navçê pistî saet 17an-jî çûyîn û hatina gundan hate qedexe kirin. Ji bo ku ev pêkanina zehmet were rakirin, gundî çûn cem Albay Emin Alpan, lê belê bê ku sedemê vê pêkaninê ji wan re gotin, ew sûn ve hatin vegerandin. Gundî dan zanin ku ev xedeya çûyîn û hatina gundan, ew xistine nava zehmetiyên mezin. Gundên navçeya Perwariya Sîîrtê di sala 1998an de-jî di bin Pêkaninek bi vî rengî de bûn, lê belê li ser hin nerazîbûnan, ev qedexe rabûbû. Ji aliyê din ve, tê gotin ku fermandariya jendirme ya beldeya Doganê-jî ji bo ku gundî bikin cehs, zorê bi kartîne. Bi taybetî-jî meha derbasbûyî dema ku 16 gundî xwestibûn ji cehsitiyê istifa bikin, zora li ser wan zêdetir bûbû. [CTV27] Di derbarê zextên dewleta Tirk de, nûçeyek-jî ji navçeya Colemerg semzînanê hat. Li semzînanê hêzên dewletê avêtin ser malan û di gel hin HADEPiyan 67 kes kirin bin çavan. Li navçeya Colemêrg, semzînanê pistî teqînên ku doh bi sev saet di 22an de, li derdora qereqola jendirmeyan hatin bihîstin, qedexeya derketina derve hate îlankirin.. Di vê navberê de, leskerên girêdayî qereqola jendirmeyan li taxa Yenimalle avêtin ser gelek malan. Di êrîsa ser malan de, li gel serokê berê yê HADEPê semsettin Uysal bi gistî 67 kes hatin binçavkirin., HEta serê sibê li qereqola jendirmeyan îfadeya kesên binçvakirî hatiye standin û birine midûriyeta Emniyeta Navçê û li wê derê ji 67 kesên di bin çav de 17 kes hatine berdan. Qedexeya derketina derve ku doh êvarê dest pêkir, îro serê sibê hate rakirin. Çavkaniyên herêmê diyar kirin ku bûyer provokasyoneke bûye û teqîna bombeya ku li navenda navçê hatiye bicihkirin, gelek zerar daye mal û wesaîtên derdorê. Endamê rêveberiya navendî ya HADEP Hamit Geylanî bûyera li semzînanê weke provokasyon nirxand. Geylanî herwiha got, ku ewê him li ser navê partiyê, hem jî li ser navê gelê navçeyê di derbarê fermandarê jendirmeyan û qeymaqamê navçeyê de gilî bikin. Endamê rêveberiya navendî ya HADEPê Hamit Geylanî diyar kir ku ev rayedarên navçê her dem serî li provokasyonan wisa didin û bang li gel kir ku di derbarê bûyerên weke vê de hisyar bin. [CTV28] Navçeya Amed Baxlarê ji nû ve dibe xwediyê bejnûbala xwe ya dîrokî. Serokê belediya Baxlarê Cabbar Leygara xebatên kevir-raxistina rêyan da dest pê kirin. Beriya hilbijartinan Cabbar Leygara dabû zanîn, ji bo ku Baxlar nebe bajarekî ji heriyê, ewê dest bi kar bike. Xebatên pêsî li taxa 5 Nîsanê hatin destpêkirin. Ji bo bedewiya bajêr were parastin û rê li ber beton û heriyê were girtin, Belediya Baglarê çareyeke nû dît. Li navçeya Baxlarê di sûna betonê de rê bi kevirên parke tên raxistin. Ev formul cara pêsî li taxa 5ê nîsanê hate pêkanîn. KEvirên parke ku pir li bejnûbala dîrokî ya bajêr tên, her wiha wê rê li heriya nava bajêr jî bigrin. SErokê belediyê Cabar Leygara û gel bi hev re tevlî nav xebatên kevir-raxistinê yên li taxa 5 Nîsanê bûn. Serokê belediyê Cabbar Leygara li ser mijarê ev daxuyanî da: Leygara;'Me di serî de, di taxê 5ê Nîsanê dest bi xebatêkir. Me beya helbijartinê sozdabû gelê xwe, daku baxlarê ji herîyê xelas bikîn. Xebatên me yên pratîkê bi hemû hêza xwe ve, berdewam dikin. Di serî de em vî texî wê sererast bikîn û pistre-jî, wê derbazî taxên din bibîn. Em, di xebatên xwe de, ti cudatîyê naxîn nava gel. Ev xizmet ji bo hemû gelê me yê hêjaye. Ji alîyeke din ve, xebata me, ji bo parastina cîhên dîrokî yên Bajarê Amedê-jî,wê berdewam bike. Li gorî vê yekê, em wê cîhên dîrokî yên bajêr, wê ji nû ve, ji berçavan re derbaz bikîn û eger kêmasîyek hebe, wê sererast bikîn. Kulanên Taxê em asfaltnakin, di suna asfaltê de, wê kevirên Parke bikarbînîn. [CTV29] Koma hawîrparêz ya bi navê Dostên cîhanê, çalakiya xwe ya yekem ya ji bo ku Eskîfê di bin ava bendava Ilisu de nemîne, doh pêk anî. Komên hawîrparêz yên ku doh li Londonê li ber wezareta bazirganiyê xwepêsandanek li dar xistin, li dij derdikevin ku Ingiltere pistgiriyê bide plana çêkirina bendava Ilisu ya ku li ser ava çemê Dîcle, wê were sazkirin. Koma Dostên Cîhanê îdîa dike ku wezîrê bazirganiyê Wilson rapora fîrmayeke swîsreyî ya di der barê projeya bendavê de, ji ber çavan winda kiriye. Komê da zanîn ku di vê rapora mijara gotinê de, agahiyên di der barê zerarê vê bendavê de cih digrin. Koma hawîrparêz ya dostên cîhanê diyar kirin ku ewê hem li dijî çêkirina bendavê hem jî pistgiriya ingiltereyê derkevin. Kurdistaniyan jî destek da koma ku çalakiya protestoyê li dar xist. [CTV30] Ji bo aboriya Tirk ku hewl dide xwe ji Kirizê xilas bike, IMFê reçeteyek demdirêj nivîsand. Heyeta Fona Navnetewî ya Pere IMF ku ev 3 heftene li Tirkiyê hin hevdîtinan pêk tîne, alikariya ji Tirkiyê re, bi sertekê ve girêda; pêwiste aboriya Tirkiyê bas bibe. Rêvebiriya Enqerê, encama ku di warê alikariya aborî de, ji Heyeta IMF hêvi dikir, bi dest nexist. Heyeta IMF da xuya kirin, eger, sertên pês yên pêsniyazên Reforman werin cih, wê, peymana Stand By di payizê de dîsa were guftûgo kirin. Serokê heyeta IMF Karlo Karrarelli doh bi wezirê Dewlletê yê ji aboriyê berpirsiyare Hikmet Uluxbay re civînek çapemeniyê organize kir û hevdîtinêîn xwe yên li tirkiyê nirxandin. Cotarelli da xuya kirin ku di hevdîtinan de, di warê peymana çavdêriya 18 mehan de ku par hate imze kirin, hin pêsketin çêbûne. Katarelli, di derbarê aboriya Tirkiyê ya van 4 mehên dawî de dîtinên xwe anîn ziman û got: beriya niha di navbera IMF û Tirkiyê de, bernameyeke dij-enflayonê hatibû dest pêkirin û di vê yekê de pêsketinek xuya dike. Kottarelli da zanin divê, reformên ewlekariya civakî-jî di nava demeke kin de di pratikê de were pêkanin. Kottarelliî îddia kir ku di Enflasyonê de ketinek heye û da zanin, li hember vê yekê, Faiz-jî gelek bilind bûye û di encama de, faaliyetên aborî kêm bûne. Serokê heyeta IMF Cottarelli diyar kir ku ji bo daxistina Enflasyonê pêwistî bi bernamyeke berfireh heye û got: eger xebatên Stand-By bi dawî bibin, mirov dikare behsa alikariyeke ji bo Tirkiyê bike. Li gorî peymana Stand-By, divê, enflasyona li Tirkiyê di sala 2001 de dakeve ji sedî 10 û di sala 2002an de-jî dakeve ji sedî 5an. Konseya çapemeniya li Tirkiyê, rapora xwe ya meha heziranê eskere dikir. [CTV31] Di raporê de, di aliyê zora li dijî çapemeniyê de gelek nûmûne tên nîsandan. Li gorî raporê, Mudurê karê nivîsê yê rojnameya Ozgur Bakis Hasan Deniz, ji ber nûçeyek ku roja roja 3ê heziranê sala 1999an hate wesandin, ji aliyê DGMya Stenbolê ve hate girtin û ew avêtin zindanê. Wesanên rojnameya Ozgur Bakis-jî, li ser biryara DGmya Stenbolê ji bo mehekê hate rawestandin. Dîsa, pirtûka Nadire Mater ya bi navê 'Pirtûka Mehmed' ku di serê qirêj yê li Kurdistanê de, pisikoloji û rûhiyeta leskerê Titk nisan dide, hate kom kirin. Nivîskarê rojnameya Sabahê, Andrew Finel-jî ji ber nivîsa xwe ya bi navê 'sark 1998' hin-jî li dadgehên Tirk tê mehkeme kirin û di derbarê wî de 6 sal cezayê zindanê tê xwestin. Di raporê de, tê bibîrxistin ku gelek rojnamevanên din-jî ji ber nivîsên xwe têne mehkeme kirin û tê gotin ku ev zora li ser çapemeniyê mirovan dixe nava tirs û fikaran. Ji aliyê din ve, konseya bilind ya wesanê, rojnameya Oncu ku ji ber nûçeyên xwe yên derew tê nas kirin sermezar kir. Rojnameya Oncu di derbarê dizîna pirsên imtihanên zaningehan de, li ser navê Hekimê nexwesxana Bakirkoy, Doçent Doktor Arif Verimli, daxuyaniyekê derew wesandibû. Dema derket holê ku ew daxuyanî ne ya wî kesî ye, Konseya wesanê biryara sermezar kirinê girt. Rojnameya Oncu beriha niha-jî ji bo dayikên astiyê gotibû; Ew-jî dayikên teroristane.' û ji ber vê yekê rojname ji aliyê dayikên astiyê ve-jî hatibû sermezar kirin. [CTV32] Di navbera Tirkiye û Iranê de, hevdîtinên ewlekariyê ku ev salane berdewam dikin, dîsa bê encam bi dawî bû. Di çarçoveya van hevdîtinan de ku jê re dibêjin; Civîna Konseya Ewlekariya bilind, heyeta ×ranê ku çav li rêbû biçûya Enqerê, bi mesajekê da xuya kirin ku ew nikare biçe Tirkiyê. Hukumeta Tirk, bi armanca ku ×ranê-jî tevlî operasyonên xwe yên leskerî yên li sînorê bakurê Kurdistan û Iranê bike, di civînan de, tim îddia dike ku Iran destegê dide PKK. Heyeta aliyê tirk-jî pêr derbasî rojhilatê Kurdistanê bûbûn û li bajarê urmiye bi rayedarên îranî re hevdîtin pêkanibûn. Rêvebiriya ×ranê di warê ewlekariya sinor de, hevkariya bi tirkiyê re red kiribû. [CTV33] Tirkiye û Yûnanîstan têkiliyên xwe yên bi hev re germ dikin. Bi desteka Amerîka her du welatan di asta Wezîrên karê derve de dest bi hevdîtinan kirin û biryar dan ku di asta komîteyan de careke din li hev kom bibin. Komîteyên her du welatan tekosîna hevbes ya li dijî PKKê di rojeva xwe de bi cihkirin û di nîvê meha tîrmehê ve ewê dest bi hevdîtinan bikin. Bi hevdîtina wezîrê karê derve yê Tirkiyê Ismail Cem û hempîseyê wî yê Yunanî Yorgo Papandreo li New Yorkê, têkiliyên her du welatan ketin pêvajoyeke din. Cem û Papandreu ji bo pêsxistina hevkariya di navbera her du welatan de biryara avakirina 5 komiteyên dan. Di van 5 komiteyan de, wezîrê karê derve û yên hundir yên her du welatan, wezîrê çandê yên her du welatan û saziyên ewlekariyê yên diyarkirî wê cih bigirin. Heyet wê li ser mijarên weke narkotîk, penaberî, tekosîna bi PKKê re, turîzm, çand û hawirdorê hevdîtinan pêkbînin. Heyet wê cuda cuda di heman demê di li Enqere û Atinayê karên xwe bimesînin û di mehên Tîrmeh Tebaxê de xebatên xwe bi dawî bînin. Di hevdîtinên komîteyan de, wê her du welat jî herî kêm di asta mustesaran de werin temsîlkirin û koordînasyona wan ji aliyê wezarerên karên derve ve werin pêkanîn. Tirkiye bi van hevdîtinan dixwaze xwe bigihîne peymaneneke hevpar ya têkosîna li dijî PKKê. Li gorî ragihandinan, eger her du alî jî ji hevdîtinên komîteyan kêfxwes bimînin, wezîrê karê derve yê Tirkiyê Ismail Cem û yê Yunanîstan Yorgo Papandreu wê di meha Cotmehê werin cem hev. Çavkaniyên dîplomatîk dibêjin, Tirkiye, beriya zîrweya meha kanûnê ya li Helsînikî ya Yekîtiya Ewrûpayê, dixwaze di van hevdîtinan de bigihîje encameke erênî. Li gorî heman çavkaniyan, eger encameke bas derbikeve, hingê dibe ku rêveberiya Atinayê endamtiya Enqerê ya ji bo Yekîtiya Ewrûpa qebûl bike û vetoya xwe ya li dijî alîkariyên aborî yên ji bo Tirkiyê, betal bike. Hate ragihandin ku her du welatan di dema van hevdîtinan de li hevkirine ku li Egeyê jî li hemberî hev astengî û aloziyan derneynin. Hate diyarkirin ku ji 31ê tebaxê û wir ve, li li derya Egeyê wê tatbîkat çênebin û li ser Egeyê firîna nizm ya balafiran jî were betalkirin û bi vî awayê her du alî wê baweriyê bidin hevûdin. [CTV34] Astiya li Rojhilata Navîn dîsa di rojevê deye. Serokwezîrê Israîlê yê hilbijartî, Ehud Barak û serokê rêveberiya otonomiya Filîstînê Yasir Arafat wê di demekê nêzîk de dest bi hevdîtinan bikin. Barak bi rêya telefonê bi Arafat re axivî û soz da ku ewê li ser sopa mîmarê peymana Oslo û serok wezîrê berê yê ×sraîlê Izak Rabin bimese. Serokên ×sraîl û Filîstînê doh bi rêya telefonê bi hev re axivîn û biryar dan ku ewê pêvajoya astiya Rojhilata Navîn ya xetimî, ji nû ve zindî bikin. Pistî hevdîtinên ku sala par hatibûn rawestandin, serokê nû yê ×sraîlê, Barak û serokê Filîstînê Arafat cara yekem wê rû bi rû werin cem hev. Di dema hikûmeta Benyamin Netenyahu de pistî ku di kanûna sala çûyî de hevdîtinên navbera herdu aliyan hatibûn rawestandin, tu hevdîtinên din ên fermî pêk ne hatibûn. Netanyahû di heftiya pêsiya me de wê dev ji hikûmetê verde. Tê gotin, ku Barak di axaftina xwe ya bi Arafat re, gotiye ew sopajoyê serokwezîrê berê yê ×sraîlê Izak Rabin e. Barak herwiha da zanîn, ku ewê bi hevdîtinên astiyê ve girêdayî bimîne û di heman demê de bi Filîstinî û cîranên xwe yên din re dest bi hevdîtinan bike. Barak wê di hefteya pês de, bi awayekî fermî dest bi wezîfeya xwe bike. Serokwezîrê nû yê ×sraîlê Ehud Barak bi zexta navnetewî re rû bi rû mabû ji ku di pêvajoya astiya Rojhilata Navîn de gavên erênî bavêje. Lê belê Barak demeke kin berê, banga serokê Emerîka Bill Clinton ya 'filîstinî li ku derê dixwazin bijîn, bila bijîn' red kiribû. Serokê-dewletê Sûriyê, diçe Moskova. Serok-dewletê Suriyê Hafiz Esad, wê roja dusemê, weke mêvanê serok-dewletê Rusya Boris Yeltsin, biçe Moskova. Li gorî daxuyaniya qesra serokatiya Sûriyê, serdana Esad wê 2 roj berdewam bike. Televizyona Lubnanê-jî di nûçeyên xwe de, li ser devê rayedarên sûryeyî diyar kirin ku Esad wê biçe Rusya. [CTV35] Li Bakur Irlanda ji bo astiyê rojên çarenûsê. Hemû alî ji bo ku peymana di Nîsana sala par de, bikeve nava pratîkê, hewldanên xwe berdewam dikin. Serokwezîrê Irlanda û hempîseyê wî yê Ingilîstanê ji bo ku peyman bikeve nava jiyanê doh li cem hemû aliyan li hin pêsniyazan guhdarî kirin. Peymana 10 nîsanê, di xalên dem û awayê bêçekkirina rêxistinên çekdar yên Bakurê ×rland de xetimîbû. Li Bakurê Irland nêzîkî bajarê Belfast, li qesra Stormont ji bo ku di encama hevdîtinên 5 rojan de, peymanek were morkirin, hin pêsniyaz ketin rojevê. Serok wezîrê Ingilîstan Toni Blair û serok wezîrê ×rland Berti Ahern pêsniyaz kirin ku heta 15 Tîrmehê xebata parlementoya Bakurê Irland û yekîneyên rêveberiya nû werin sazkirin. Li gorî vê planê, wê rêveberiyên Dublînê û Londonê xebateke hevbes bidin mesandin û li aliyekî-jî wê rêxistinên li herêmê dest bi çek berdanê bikin. Sinn Fein û Yekîtîgira Alstir van pêsniyazan dinirxînin. Serokê Sinn Fein Gerry Adams sinyal dan ku ew bi germî nêzîkî van pêsniyazan dibin. Gerry Adams herwiha da zanên, ku ew amadeye bi Yekitiyan re-jî karekî hevbes bide mesandin. Serokê partiya yekîtîgira Alstir David Trimble-jî diyarkir, ku pêwîste rêxistinên li herêmê yekcar dest bi bêçek-kirinê bikin. Partiya Yekîtîgirê dixwaze, ku Sinn Fein beriya ku di nava parlementoyê û rêxistinên girêdayî wê de cih bigire, bi IRAyê çek bide berdan. Sinn Fein-jî da zanîn ku di nava van 5 rojên dawî de, ew nikare li ser navê IRA soza bêçêk-kirinê bide. Lê belê, di dema hevdîtinan de serokê Sinn Feinê bi manevrayeke nû dîsa sinyal da ku ewê karibe di warê bêçekirinê de hin gavan bavêje. Li gorî peymana 10 Nîsanê sala 1998an, heta meha Adarê sala 2 hezarî pêwîste hemû rêxistinên li Bakurê Irland çekên xwe teslîmî komisyoneke serbixwe bikin. Pistî manevra dawî ya Sinn Feinê, Partiya Yekîtîgir ya ALstar jî neçar dimîne ku dev ji helseta xwe ya berê ya neyînî berde. Yekîtîgiran bêçek-kirinê weke bahane nîsan didan û dibûn asteng li pêsiya xebatên ku di peymana 10 nîsanê de bi takvîmekê ve hatibûn girêdan. [CTV36] Emerîka û Kesmîr EMERIKA Li bajarê Emerîka New Yorkê nûnerên 170 welatan tevlî sopandina konferansa sêniya cîhanê bûn û kontrolkirina zêdebûna sêniya cîhanê qebûlkirin. Di civînê de biryar girtin, ku di derbarê zewacê de ciwanan perwerde bikin û derfetê ji bo jinan pêk bînin ji bo ku bi hêsanî karibin kurtaj bibin. Di belavoka encama civînê de, herwiha hate qebûlkirin, di nava 5 salan de tedbîr werin wergirtin, da ku hejmara kesên ji nexwesîna AIDSê û di dema bûyînê de dimirin, kêm bibe. Di vê navberê de, nûnerê Vatîkan, Arjantîn û Nîkaragua bi sert îmze avêtin ser teksta ku hate qebûlkirin. Li gorî lekolînên Neteweyên Yekbûyî, sêniya cîhanê wê îsal ji 6 milyaran zêdetir dibe. KEsM×R Li Kesmîrê ser her ku diçe dijwar dibe. Li besa Kesmîrê ya di nava sînorên Hîndîstanê de, îro serê dijwar destpêkir. Di navbera leskerên Hîndîstanê û gerîllayên ku tê îddeakirin ku ji Pakîstanê dikevin herêmê de ser derket û di encamê de yek jê fermandar bi gistî 16 lesker Hîndîstanê hatine kustin. Artêsa Hîndistanê ji hefteyekê û vir ve li herêma Kargilê li hember grûbên çekdar operasyonên leskerî didomîne. Di vê navberê de hate ragihandin, ku artêsa Hîndîstanê li Batalîkê girekê stratejîk bi destxistiye û hewl dide ku çend hebên din-jî bike bin kontrola xwe. Di navbera Hîndîstan û Pakîstanê de, pirsgirêka Kesmirê bi destpêka serê di 9 Gulanê de careke din dijwar bûbû. Rayedarên Hîdîstanê diyarkirin, ku di serê du mehan de 207 kes hatine kustin û 389 kes-jî birîndarbûne. [CTV37] Tirkiye îro bi bombeyan hejiya... Li Avcilara Stenbolê, di bîdonê çopê de bombeyek teqiya. Teqîn, doh êvarê saet di 23 û 15an de pêk hat. Di encamê de kesek mir û 28 kes-jî birîndarbûn. Heta niha ti kes berpirsiyariya van çalakiyan negirt ser xwe. Li Stembolê, li navçeya Avcilar, li kolana Denizkoskler parka Mustafa Burcu, doh êvarê teqînek pêk hat. Di encama teqînê de Faîk Handemirê 39 salî ku bi giranî birîndarbû, li nexwesxaneya Avcilarê hat dermankirin, lê di demeke kin de jiyana xwe ji dest da. 25 birîndarên din jî rakirin nexwesxaneyên derdorê. Li gorî agahiyan rewsa 6 birîndaran girane. Valiyê Stenbolê Erol Çakir di derbarê bûyerê de da xuyakirin ku bombeyeke li gorî demê eyarkirî di bîdonê çopê de bûye sedam bûyerê. Çakir diyarkir ku ew ji ber bûyerê li 2 kesan digerin û îddîakir ku çalakî ya PKK'êye. Di vê navberê de, li Edenê di çalakiyeke întiharî de, li gorî tespîtên destpêkê 14 kes birîndarbûne. Li gorî agahiyan, çalakvana jin jî di encama teqînê de jiyana xwe ji dest daye. Çalakvana jin li hemberî muduriyeta asayîsa polês a EDenê, saet di 16 û 20an de, bombeyên li bedena xwe pêçabûn teqand. Di encama çalakiyê de, mudurê polêsan, 7 polês û 2 teknisyenên li muduriyetê wezîfedar, nobedarek û 3 kesên di rê re derbas dibûn, birîndarbûn. Birîndar rakirin nexwesxaneya Edenê ya dewletê, lê di encama çalakiyê de li derdorê zirareke mezin a maddî çêbûye. [CTV38] Kurdistaniyên li Ewropa daxwazên xwe yên ji bo azadiya Ocalan û astiya li Kurdistanê îro-jî dûbare kirin. Kurdistaniyên dibêjin; ew di van daxwazên xwe de tawîz nadin û dan zanîn ku ewê çalakiyên xwe berdewam bikin. Kurdistaniyên li bajarê Fransa Marsilya, bang li ewropa kirin û di bin pankarta "soz na, em êdî pratîkê dixwazin", dest bi greva birçîbûnê kirin. Qasî 30 Kurdistanî îro saet di 10"an de li meydana vieo port dest bi greva birçîbûnê kirin û dan zanîn ku ewê çalakiya xwe sibê li pêsiya dêra mezin ya li meydana Kanabiyer bidomînin. Li gorî daxûyaniya komîta amadekar, armanca greva birçîbûnê, protestokirina helwesta ne zelal ya welatên Ewropaye, ku li dijî biryara îdamê ya di derbarê serokê gistî yê PKK Abdullah Ocalan de nîsan didin. Di daxûyaniyê de tê gotin, Ewropa di axaftinên xwe de li hember tevkujiya li dijî Gelê Kurd derdikeve, lê belê di pratîkê de gavên berbiçav navêje. Komîta amadekar diyar kir ku ewê greva birçîbûnên bêdem û bi dor berdewam bikin. Li bajarê Almanya Saarbrucken, bi sedan Kurdistanî ji komela Kurd heta navenda bajêr mesiyan. Di mesê de sloganên weke "na ji îdamê re, niha astî" hatin avêtin. Doh-jî li bajarê Almanya Bielefeld, seva di bin navê "Bîranîna Zeynep Kinaci û banga li Ewropayê ya pêkanîna wezîfeya xwe", hate lidarxistin. sev ji aliyê PJKK ve hatibû organîze kirin. Pistî dawîanîna sevê ku 3 hezar û 500 kes tevlî bûbûn, Kurdistanî bi konveyek ji 150 wasaîtan pêk dihat, ketin navenda bajêr. Di dema konvoyê de, alên PKK û posterên Ocalan hatin hilgirtin û sloganên "Na ji Idamê re" bê navber hatin avêtin. Doh herwiha li paytexta Ingiltere London-jî, di serî de ji Ingiltere, 15 hezar Kurdistaniyên ji Skoçya û Gallerê mesek pêk anîn. Esnafên Kurd-jî serê sibê dikanên xwe girtin û tevlî mesê bûn. Di rêzên herî pês yên mesê de, posterekî mezin yê Ocalan hate hilgirtin. Di vê navberê de, mesvan li pêsiya avahiya hukumeta Ingiliz seknîn û heyetek ji Kurdistaniyan, ji bo serokwezîrê Ingiltere Toni Blair nameyek dan rayedaran. Dure 15 hezar Kurdistanî dîsa dest bi mesê kirin û çûn meydana bi nav û deng ya Londonê Trafalgar. Li vê derê, ji bo hemû sehîdên Kurdistan û soresa cîhanê, deqeyek rêz hate girtin. Pistî axaftinan, Kurdistanî bi govend û dîlanê, dawî li çalakiya xwe anîn. Li hemberî biryara dardakirina serokê gistî yê PKK'ê Abdullah Ocalan, nerazîbûn berdewam dikin. [CTV39] Tevgerên Rizgariya Netewa Ereb û serokê Assembleya Gelên Rusyayê Ramazan Abdulatipof xwestin biryara dardakirinê bi cih neyê anîn. Platforma Hêzên soresger ên Yekbûyî diyarkir ku ew biryara di derbarê Ocalan de nas nakin. Tevgerên Rizgariya Netewa Ereb, ji sekreterê gistî yê Neteweyên Yekbûyî Kofî Annan re nameyek sandin. Di nameyê de ji bo biryara dardakirinê ya ji bo Ocalan hatiye dayîn bi cih neyê anîn, zext li ser Tirkiyê were kirin. Her wiha di nameyê de tê gotin; di sexsê Ocalan de biryar li ser pêseroja Kurdan hatiye dayîn, lewma divê Neteweyên Yekbûyî li cem gelê Kurd cih bigire. Wezîrê Dewletê yê Federasyona Rusyayê û serokê assembleya gelên Rusyayê Ramazan Abdulatipof xwest biryara di derbarê Ocalan de, di çarçoweya pirsgirêka Kurd de were nirxandin. Abdullatîpof li ser vî esasî xwest, hemû saziyên navnetewî bikevin nava tevgerê û bang li Tirkiyê jî kir ku bi aqil bimese. Li aliyê din, Platforma Hêzên soresger ên Yekbûyî ku ji 11 rêxistinên Tirkiyeyî û Kurdistanî pêk hatiye, di daxyaniya xwe de ya di warê bûyerên dawî de diyarkir ku ew biryara dadgeha dewleta Tirk daye nas nakin û biryar sermezarkirin. Di daxuyaniyê de tê gotin; di van rojên dawiyê de, li welatên curbecur ên Ewrûpayê gelek çalakî têne lidarxistin ku çalakiyên bi vî rengî bi armanca provkasyonan têne pêk anîn. Sazûmana xebata Islamî û Netewî ya Kurdistana Iranê-jî biryara mehkemeyên Tirk ya di derbarê Ocalan de sermezar kir. Di belavoka doh ya Sazûmanê de, tê gotin ku ev biryara dadgehê, Tirkiyê ji pirsgirêkan rizgar nake, berovajiyê vê yekê, ewê bibe sedemê gelek tevliheviyan. Di belavokê tê gotin; Dîroka Kurd nîsan daye ku tevgera Kurd bê serok bimîne-jî ti car ji holê ranabe. Ji aliyê din ve, Yekitiya avukatên Suleymaniyê-jî bi belavokekê, biryara dadgehên Tirk ya di derbarê Oclan de red kirin. Belavoka avukatan bibîrdixe ku dadgeh ji destpêkê û vir ve, bê qanûnî mesiyaye û tim pêsî li avukatên Ocalan hatiye girtin. Belavok wiha berdewam dike; Ev biryar li dijî mirovahiyê ye û em vê biryarê sermezar dikin. Em dixwazin ku jiyana Ocalan were parastin û ev biryara ne adil were rakirin. Li bajarê Wanê, Esnaf bi armanca pistgiriya bi Ocalan re û protesto kirina biryara Idamê doh dikanên xwe girtin. Girtina dikanan li ser banga ERNK pêk hat û tê gotin ji sedî 80 esnaf tevlî bûne. Li gor nûçegihanên me yên li herêmê, ji bilî girtina darabe û dikanan, gel ji malên xwe jî derneketine. Pistî ku biryara dadgehên Tirk ya di derbarê Ocalan de eskere bû, li Wanê gelek bûyer pêk hatin. Bi vî aramncî doh bi sev-jî wesayîtek hate sewitandin. Wesayit doh li otogara Wanê ji aliyê kesên nenas ve hate imha kirin û tê gotin ku wesayit ya MHPiyan bûye. Rayedarên Tirk di derbarê bûyerê de ti daxuyanî nedan. [CTV40] Biryara dardakirinê ya ji bo serokê gistî yê PKK'ê Abdullah Ocalan, hê jî di rojeva çapemeniya navnetewî de cih digire. Rojnameyên Ewrûpa û Emerîka hemfikirin ku bi cih anîna biryara dardakirinê, ne li gorî berjewendiyên Tirkiyê ye. Me nûçeyên di vî warî de ji Der Spigel, Focus û The Timesê tomar kirin. Li gorî nûçeyeke kovara hefteyî ya Elman Der Spigel, Tirkiye dixwaze biryara dardakirinê wergerîne, cezayê muebbetê û bi vî awayî Ocalan ji bo hesabên xwe yên polîtîk bi kar bîne. Di vê nûçeyê de bi sernivîsa; Ocalan koz, tê îddîakirin ku Enqere dixwaze planekî di 3 qonaxan de bide mesandin. Nûçe weke çavkanî raporeke wezareta karê derve belge nîsan dide. Li gorî agahiyên têne dayîn; Wezaretê 2 qonaxên plan, girtina Ocalan û jihevbelavkirina PKK'ê bi serkeftî biriye serî, Niha di qonaxa sêyemîn de bi kar anîna Ocalan tê. Di nûçeyê de tê gotin; ji bo Serokê PKK'ê Ocalan weke kozekî were bi kar anîn û ev koz nekeve destê dewleteke din, li hemberî cezayê dardakirinê dilnexwaziyek heye. Der Spigel di nûçeyeke din de nirxandina istixbarata Elman a di rewsa dardakirinê de tedbîrên were girtin tîne ziman. Nûçe bi sernivîsa; li hemberî dijwariyê hisyarî, wiha dibêje; 'Rayedarên istixbarata Elman di îhtimala dardakirna Ocalan de li bendêne ku bûyerên dijwariyê derbikevin. Di rapora nirxandinê de ku servîsa istixbaratê daye hukûmetê, hisyariyên weke; cih sewitandin, çalakiyên întiharwarî û balafir revandinê, têne kirin. Her wiha ji bo serbestberdana Ocalan, dibe ku çalakiyên rehîne girtinê jî pêk werin. Eger PKK bawer bike ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêwîstî bi alîkariya dewletên din nîne, wê ev senaryo pêk were. Kovara hefteyî Focus ji bo bûyerên vê dawiyê, sernivîsa; tirsa ji efsaneyê, bi kar tîne û wiha dinivisîne; 'Guftûgoyên di warê cezayê dardakirinê de, rê li ber sensekî nû ji bo astiyê vedike.' Tê gotin; pistî biryarê bi gistî PKK'ê bi dîqet, bê deng, nerazîbûna xwe nîsan daye. Di berdewamê de wiha tê gotin; 'Rewsenbîr û dîplomatên li Tirkiyê ji bo astiyê bi hêvîne.' 'heta rojnameya Hurriyetê jî di heman fikrê de ye, lewma di rûpelê xwe yê yekemîn de dipirse ji bo astiyê sens heye yan naß' Rojnameya Emerîka ya hefteyî Time, sernivîsa; Mehkûmê Mirinêye, bi kar tîne. Rojnamevan Andrew Finkel di nûçeya xwe de dibêje; bi biryara dardakirinê sensa astiyê hindik bûye û eger cezayê dardakirinê bi cih neyê anîn, wê ev yek bi kêra Tirkiyê were. Andrew Finkel wiha berdewam dike; 'Eger jiyana Ocalan were bexsandin, dibe ku rê li ber dijwariyê were girtin. Eger were dardakirin, dibe ku di nava demê de cihê xwe bigire û bibe sehîdekî mezin ê doza xwe.' Her wiha nivîskar dibêje; Konseya Ewrûpayê di derbarê dadgehê de gotiye; li gorî qanûnên Tirkiyê dadgeh rast hatiye mesandin, lêbelê Konseyê ne gotiye; dadgeh adil hatiye lidarxistin. Rojnameya Ingiliz The Times, di hejmara xwe ya îro de, di derbarê mijarê de sernivîsa; Tirk di derbarê dardakirina Ocalan de bi gumanin, bi kar aniye. Ev nûçe jî ji aliyê rojnamevanê Ingilîz Andrew Finkel ve hatiye nivîsandin. Finkel bi taybetî dibêje; çapemeniya Tirk pistî dadgehê, destpêkiriye di nûçeyên xwe de sêwazeke cuda bi kar tîne. Finkel di nûçeya xwe de cih dide daxuyaniyên welatên Ewrûpa yên li hemberî cezayê dardakirinê, di vê çarçoweyê de serî li dîtinê hin dîplomatan dide. Li gorî dîplomatên Ewrûpayê; van daxuyanî hemû, li ser bûyerên muhtemel ên dijwariyê têne kirin. [CTV41] Li Sirnex û Midyadê serê di navbera yekîneyên artêsa Tirk û gerillayên ARGK de, her ku diçe dijwar dibe. Di van seran de, bi gistî 12 leskerên Tirk hatin kustin û 7 lesker-jî birîndarbûn. Li gorî daxuyaniya Buroya Çapemeniya ARGKê, pêr li ser rêya Guçlukonak û Cîzrê,di navbera gerillayên ARGKê û leskerên Tirk de, ser derket. Di daxuyaniyê de, herwiha subayek bi tevahî 7 leskerên Tirk hatine kustin 5 leskerên Tirk-jî, birîndarbûne. Hate hînbûn, ku pistî vî serî hin yekîneyên leskerên girêdayî tabûra Findikê li herêma ser derketibû, dest bi operasyonek berfireh kirin. Buroya Çapemeniyê ya Artêsa Rizgariya Gelê Kurdistan ARGKê da xuyakir, ku tank, panzêr û helîkoptêrên bi tîpa Kobra di operasyona leskerî de, tênê bikaranîn. Hate ragihandin, li herêma ku yekîneyên leskerî di nava operasyonê dene, 2 feqemayin teqiyane. Li aliyê din, li nêzîkî navçeya Mêrdîn Midyadê, gerillayên ARGKê li dijî leskerên ku lûlleya petrolê ya BOTASê diparastin, êrîsek pêkanîn. Li gorî agahiyên bi dest ketine, di ser de 5 leskerên Tirk hatine kustin û 2 leskerên Tirk-jî birîndarbûne. Hate hînbûn, ji leskerên hatine kustin, navên 2 leskeran Osman Yildiz û yê din-jî Mistik Gunese. Li herêma Colemerg û Batmanê-jî, di encama teqîna mayînan de kesek mir, 10 kes-jî birîndar bûn. Mînîbûsa rêwiyan ya bi pîlaka 30 AH 074 ya di bin sofortiya Kerem Demîr de ku li ser rêya Colemergê bû, li rawestgeha Derebasi di encama teqîna mayînekê de ku li ser rê hatibû bicîh kirin, qelibî. Li gorî çavkaniyên nûçeyên Tirk; di bûyerê de soforê wasaîtê Kerem Demir mir. Ji rêwiyan cahsên bi navê Emin Bayram, Aziz Bayram, Yusuf Ayva, Ali Çivi û Asiye Kus birîndar bûn. Cahsên birîndar li nexwesxaneya leskerî ya Colemergê têne dermankirin. Herwiha, li Batmanê-jî wasaîtek hevkariya anonîm ya petrollên Tirkiyê TPAO rastî teqîna mayînekê hat. Di bûyerê de 3 jê lesker, bi gistî 5 kes birîndar bûn. Wasaîta bi pîlaka 10 E 311 ku pisporê parastina TPAO Ertugrul Iseri diajot û herwiha ekîba wî têde bû, dema gihîst qada Petrola Garzanê, rastî mayînekê hat ku beriya niha hatibû bicîh kirin. Di teqînê de, soforê wasaitê Albayê teqawutbûyî Ertugrul Iserî û sekreterê parastinê Mehmet Adak û 3 lesker birîndar bûn. Birîndaran rakirin nexwesxaneya taybetî ya Sîfa Batmanê û li we derê têne derman kirin. [CTV42] Çalakiya di 1'ê Tîrmehê de li navenda bajarê Elezîzê pêk hatibû, ARGK'ê berpirsiyariya wê girt ser xwe. Ajansa nûçeyan a DEM'ê, li ser devê buroya çapemeniyê ya ARGK'ê ragihand ku tîmên fedaî yên ARGK'ê çalakî pêk anîne. Di nûçeya ajansê de tê gotin; di çalakiyê de 5 MHP'î û polêsek hatiye kustin, 4 MHP'î û polêsek jî birîndarbûye. Di dema bûyerê de, gerîllayên bi navê Nevzat Kur û Sukriye Yilmaz jî jiyana xwe ji dest dane. Buroya çapemeniyê ya ARGK'ê diyarkir ku avahiya ku êrîs birine ser ya MHP'iyan bûye. Çavkaniyên Tirkiyê jî ragihandibûn ku çayxaneya Poyraz hatiye gullebarandin û di encamê de 4 kes hatin kustin û 5 kes jî birîndarbûne. Di vê demê de ku alîyê Kurdan çareseriyek demokratîk û astîyane pêsniyaz dike,dewleta Tirk, dest ji polîtîkaya xwe ya gund-valakirin û zordestîyê bernade. Hêzên Artêsa Tirk, li navçeya Batman Hezo avêtin ser mezreya Qirika ya gundê Kaletepe. Leskeran, bi heqaret û lêdanê, gundî tehdît kirin ku Mezra xwe vala bikin. Li Colemêrgê-jî, tîmên taybetî gundê Bayê dane ber gulleyan. Li gorî agahîyên ji nûçegihanên me yên li herêmê gihane destê me; Leskerên Tirk û Cahsên ji gundê Kayhanliyê, êris birin ser mezraya Qirikan ku girêdayî gundê Kalatepe ya Hezoyê. Fermandarê Tabûrê, bi sedema ku gundîyan alîkarî dane gerîlayên ARGKê, gundî di nava meydana gund de, kom kirin. Fermandar, ji gundîyên Kurd re wiha gotîye; 'An hun wê bibin cahs, an-jî, wê gundê xwe vala bikin. Eger ez careke din bême vir û mezra valanebe, wê vî gundî di serê we de, ruxînim'. Gundîyekê ku nave xwe nexwest dîyar bike got: 'Fermandarê tabûrê yek bi yek ew birine dibistanê û gundîyan êskence kirîye'. Hate ragihandin ku pistî êrisa leskerên Tirk, gundîyan destbi firotina sewalên xwe dikin. Her wiha gundî xwe amade dikin daku ji gund koç bikin. Hate zanîn ku piranîya gundîyên koçkirine li navçeya Amed-Bismilê, bicîh bûne û hinek gundî-jî, koçî cem mirovên xwe yên gundên Bismilê kirine. Ji alîyeke din ve, leskerên Tirk êris birine ser Gundê-Nû ku girêdayî, navçeya Batman Sasonê ye. Li hêla din, gundê Bay ku girêdayê Colemêrgêye û berîya 3 salan bi darê zorê kiri bûn cahs, pêr dîsa rastî gullebarana tîmên Taybetî hat. Gulleresandina tîmên taybetî yên Tirk, heta seatên serê sibê, berdewam kir, lêbelê gustî û birîndar tinene. Pistî bûyerê, tîmên taybetî gund dorpêçkirine û hatin û çuna gund-jî, hatiye qedexe kirin. Gundîyên gundê Bayê, dan xûyakirin ku; 'hêzên dewletê jibo ku gundî, gundê xwe vala bikin, dixweze çavtirsandî bike. Di encama zolm û zora hêzên dewleta Tirk de, hefteya derbazbûyî 13 malbatan ji gund koç kiri bûn û li navenda bajêr bicîh bibûn. Tekiliyên di navbera Hizbullah û hêzên polês yên Tirk de eskere dibin. [CTV43] Heta niha ji bo bi sedan cinayetên failê wan ne diyar yên li Kurdistanê, Hizbûllah weke berpisiyar dihat ditîn. Rojnameya Tirk Milliyetê îro bi sernivîsa' Hizbûllah xwe berdan nava Dewletê' Nûçeyek wesand û têde dibêje; ji 500 endamên Hizbûllahê ku li Amedê hatine girtin, 70 hevê wan kadroyên profesyonel yên dewletê ne. Di nûçeyê de, di derbarê nasnameyên endmaên Hizbûllahê de agahî tên dayin û tê de tê gotin ku bi Hizbûllahiyan re herwiya gelek wezifedarên polêsên Tirk hatine girtin. Tê gotin, di nava kesên ku ji ber tekiliyên xwe yên bi hizbûllahê re hatin girtin de, mudurê berê yê serokatiya Belediya Sûr ya Amedê Mehmedî Kanar-jî heye. Li gorî nûçeyê, hêzên dewleta Tirk di operasyonên xwe yên li Kurdistanê yên li dijî guruba Iilim ya Hizbûllahê de gelek girtine û di nava kesên girtî de herwiya gelek karmendên dewletê-jî hene. Beriya dadgeha sivîl Roma, di derbarê daxwaza Ocalan ya statuya siyasî de, roja 7 Tîrmehê biryara xwe eskere bike, partiya îtalî ya komunsît ya jinûve avkirinê ji hukumeta xwe xwest, ku statuya siyasî bide Ocalan. [CTV44] Partiya komunîst ya îtalî ya jinûve avakirinê, ev biryar bi awayekî nivîskî pêskêsî hukumeta Italya kir. Di nivîsarê de tê gotin, ku pêwîste pirsgirêka Kurd li ser kaxizê nemîne û ji bo ku Ocalan were rizgarkirin, hîn-jî dem heye û herwiha divê ji bo Ocalan mahkemeyek navnetewî were sazkirin. Di nivîsarê de herwiha tê xwestin, ku serokatiya Neteweyên Yekbûyî ji bo guftûgokirina dayîna statuya siyasî ya ji bo Ocalan û pirsgirêka Kurd, civînek pêkbîne. Parêzerên Serokê Gistî yê PKK'ê Abdullah Ocalan diyarkirin ku dewleta Tirk sozanedardakirina Ocalan dabû Italyayê. Parêzeran, nameya ku wezîrê berê yê edaleta Tirk Hesen DenizKurdu ji wezîrê edaletê yê Italyayê re sandiye-jî eskerekirin. Hesen DenizKurdu di nameya xwe de dibêje; li Tirkiyê cezayên dardakirinê di pratikê de pêk nayên. Her wiha ji bo ku cezayên dardakirinê ji binî ve, ji destûra bingehîn Tirk were derxistin-jî hewldan hene. DenizKurdu ji bo ku gotinên xwe bide bawer kirin, biryareke Komisyona Mafê Mirovan ya Ewrûpayê weke referans dide. Parêzerên serokê gistî yê PKK'ê Abdullah Ocalan, Niyazî Bulgan, Irfan Dundar, Hatice Korkut û Aysel Tugluk, nameya wezîrê berê yê edaletê yê dewleta Tirk Hasan DenizKurdu ji hempîseyê xwe yê Italyayê Olîviero Diliberto re sandiye, ji raya gistî re pêskêskirin. Denizkurdu, di 26 Mijdara sala 1998an de nameya bi mora; wezareta edaletê yataybetî, ji wezareta edaletê ya Italyayê re sand. DenizKurdu di nameya xwe de îddîa dike ku cezayê dardakirinê yê li Tirkiyê, bi awayekî xweza, jixwe rabûye. Denizkurdu ku di nameya xwe de soz dide, wê cezayên dardakirinê pêk neyên û wiha dibêje; 'Ji 25ê meha dehan ya sala 1984 û vir ve, li parlementoya Tirkiyê, ti cezayên dardakirinê bi cih ne hatine anîn.' 'Di vê rewsê de mirov dikare bêje; cezayê dardakirinê jixwe rabûye.' 'Ji bo ev ceza, ji sîstema huqûqê ya dewleta Tirk were derxistin, hewldan hene. Bi vê armancê, di pêsniyaz qanûna ceza ya Tirk de, ku hê li parlementoye, cezayê dardakirinê cih nagire. Hesen DenizKurdu, di berdewamiya nameya xwe de belgeyeke Komisyona Mafê Mirovan a Ewrûpayê weke delîl nîsan dide. Ev name ku weke sozdayîneke ji bo cezayên dardakirinê pêk nayê tê pêskêskirin, wiha berdewam dike; 'Li Tirkiyê di warê cezayê dardakirinê de bûyerên dawî û rewsa huqûqî, bi serlêdaneke ji Tirkiyê ji bo Komisyona Mafê mirovan a Ewrûpayê, hatiye nirxandin. Ev serlêdana ku hatiye redkirin, mînakekî wê ji we re tê pêskêskirin, eger ev dosya were lêkolînkirin, wê were dîtin ku Komisyon jî di derbarê cezayê dardakirinê de dîtinên me rast dike. [CTV45] Di yekemîn kongra asayî ya partiya Demokrasî û asîtiyê, serokê berê yê wexfa lêkolîn û çanda Kurd, Yilmaz Çamlibel weke serokê gistî hate hilbijartin. Vekîlê serokê gistî yê DBP Yavûz Koçoglu ku di kongrê de axaftina vekirinê got, eger pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin, wê pirsgirêkên li Rojhilata Navîn neqedein. Koçoglu diyar kir, ji bo pêkanîna demokrasî, astî û pêsxistina aboriyê, çareserkirina pirsgirêka Kurd sert e û di rojên îro de, pirsgirêk girêdayî îdam an-jî ne-îdamkirina Ocalan e. Gotinên Koçoglu, li salonê bi sloganên weke "Ji bo Tirkiyê demokrasî û ji bo Kurdan azadî hate pêswazî kirin. Dûre 549 delege ku tevlî besê girîng yê kongrê de, Yilmaz Çamlibel weke serokê gistî hilbijartin. Di kongrê de, 40 endamên meclîsa partiyê û konseya disîplînê ya navendî ku 7 jê asîl in, bi gistî ji 14 endaman pêk tê, hate hilbijartin. Serokê gistî yê berê Refîk Karakoç-jî ji ber cezayê ku lê hatiye bîrîn, nikarîbû bibe namzetê ji bo serokatiya gistî. [CTV46] Dewleta Tirk ku dixwaze Iranê-jî bike hevkarê xwe yê operasyonan, zextên xwe yên li ser rêveberiya Tehranê zêde kir Li gorî raporeke yekîneyên istixbarata Tirk; tê îddîakirin ku Iran alîkariya PKK'ê dike, lewma divê Tirkiye mudaxeleyî vê yekê bike. Yekîneyên Istixbarata dewleta Tirk, raporek di derbarê têkiliyên Tirkiye û Iranê de amadekirin ku dibe ev rapor di navbera herdu dewletan de bibe sedema aloziyê. Di raporê de tê îddîakirin ku Iran alîkariya PKK'ê dike, lewma dewleta Tirk êdî nikare li vê rewsê tehammul bike. Di vê çarçoweyê de tê îddîakirin; dewleta Tirk dikare ji bo vê yekê bi Iranê re bikeve nava ser jî ku Iran li herêmê Tirkiyeke xurt naxwaze. Her wiha di raporê de tê îddîakirin ku Iran li hemberî Tirkiyê dixwaze PKK'ê bi kar bîne ku rêveberiya Tahranê bi vê rê, dixwaze li hemberî Tirkiyê serdestiya siyasî bidest bixe. Di raporê de ji bo alîkariya Iranê bi PKK'ê re, 2 gerîllayên ji Rojhilatê Kurdistanê ku ketine destê dewleta Tirk, weke delîl têne nîsan dan. Di besê dawî yê raporê de wiha tê gotin; 'Tirkiye, êdî nikare li hemberî alikariya Iranê ji bo PKK'ê, tehammul bike. Ji ber ku alîkariya Iranê ya ji bo PKK'ê were birrîn, wê PKK li Bakurê Iraqê bikeve tengavê û îmha bibe.' Iddîayên mîna vê, beriya serokê gistî yê PKK'ê Abdullah Ocalan ji Sûriyê veqete, hatibûn kirin û rêveberiya Sam û Enqerê bi serekê re rû bi rû mabûn. [CTV47] Sefîrê Amerikî Mark Parris, da xuya kirin, ji sazbûna komara Tirk û vir ve, tekiliyên di navbera Amerika û Tirkiye de di asteya herî bilind de ye. Mark Parris ev nêrînên xwe bi munasebeta cejna salvegera 223an ya rizgariya Amerika, li Kiluba Rotarî ya Edenê anî ziman. Sefîrê Amerikî Mark Paris di çarçoveya mijara 'di sala 2 hezarî de, hevkariya Amerika û Tirk' de, behsa pirsgirêka Kurd-jî kir. Parris îddia kir ku eger, DGMyên Tirk werin guherandin, qanûna posmaniyê zû were derxistin, sistema herêma rewsa awerte OHAL were rakirin û bi tevî hin guherînên din wê pirsgirêk werin çareser kirin. Mark Paris da zanin ew Tirkiyek demokratik û bi istikrar dixwazin ku zirar li yekparebûna axa wî neketiye, û ew herwiya dixwazin ku Tirkiye li herêmê xwe berpirsiyar hisbike û rola pêsengiyê bileyize. Paris nêrinên xwe yên di derbarê hukumeta 57an de-jî anî ziman û wiha got: Di van 5 salên dawî de, li Tikriyê gelek hukumet hatin saz kirin, lê belê wer xuyaye ku wê ev hukumet emir dirêj be. [CTV48] Li Misirê îro hemû aliyên pêvajoya astiya Rojhilata Navîn, di konferanseke ne fermî de, hatin cem. Hevkariya navnetewî ji bo astiyê ya li Rojavayê seriya, ev konferans organîzekir û hedefa wê ewe, ku rayedarên Ereb û Israîl bînin cem hev. Di vê konferansê de, wê herwiha serokê rêveberiya otonom ya Filîstîn Yassir Erefat û serok wezîrê berê yê Israîlê Sîmon Perez amadebin. Di nava besdarvanên navnetewî de-jî, nûnerê taybetî yê Rojhilata Navîn yê Emerîka Dennis Ross û hempîseyê wî yê Yekîtiya Ewropayê Miguel Moratinos heye. Hate zanîn, hin Erebên ku li Kahîre dijîn wê nêzîkbûna Ereb û Israîlan protesto bikin. Lê belê, hukumeta Misirê da zanîn, ku ewê vê yekê zêde ciddî negirin. [CTV49] Iraqê, daxwaza xwe ya rakirina ambargoyê, careke din dubare kir. Rêvebirîya Bexdayê ku, Emerîka û Ingiltere bi binpêkirina peymana neteweyên Yekbûyî tawambar dike, dîyar kir; Gelê Iraqê bi qirkirinê re, rû bi rû ye. Rêvebirîya Bexdayê, Emerîka û Ingiltere bi binpêkirina peymana 'berdêla xwarinê petrol, tawambar dike. Rayadarên Iraqê, di derbarê mijarê de dan xûyakirin ku wan di bahaya 562 Milyon dolarî de, peymana 'di berdêla xwarinê de petrol" îmzekirine. Di kontratê de, pêwîste ev pere di xebatên petrol, Elektirîk, çandinî-avdan, derman, Perwerde û kanalîzasyonan de bê serf kirin. Rayadarên Iraqê dîyar kirin ku li gorî peymanê ji 700 milyon dolarê pere hatîye taybet kirin, lêbelê ji 395 kontaratên ku hatine îmze kirin, ji bo pêkanînê têne asteng kirin. Rayadarên Iraqê, Emerîka û Ingiltere tawambar dike û xwestin daku ambargoya li ser welatê wan bê rakirin. Iraq, li gorî peymana 'di berêla petrolê de xwerin' di her 6 mehan carekê dikare barî 5 milyon dolar petrolê bifirose. Lê belê, rêvebirîya Iraqê vê yekê pir hindik dibîne û ji neteweyên yekbûyî daxwaz dike, daku ambargola li ser welatê wan bi tavilê bê rakirin. Çîn û Rusya ku endamên daîmî yên Konseya Ewlekarî yên Netweyên Yekbûyî ne, wê nîqasên li ser rakirina ambargoya li ser Iraqê, wê di pêserojê de, bînin rojevê. Li ser vê yekê, rêvebirîya Iraqê-jî dabû xuyakirin, ku ewê destur bidin heheta konseya ewlekarî ya neteweyên Yekbûyî ku xebata xwe ya lêgerîna çekên komkujîyê, li Iraqê pêk bîne. Serok-dewletê Suriyê çû Moskova. [CTV50] Serok-dewletê Sûriyê Hafiz Esad îro weke mêvanê serok-dewletê Rûsya Boris Yeltsin çû Moskova. Di hevdîtinan de, herdû serok-dewlet wê li ser tekiliya herdû dewletan û bi taybetî-jî li ser bazirganiya çekan biaxivin. Rêvebiriya Sûriyê ku bi qasî 2 milyar dolar ketiye nava bazirganiya çekan, dixwaze, ji Rûsya sistema parastina hewayî fuzeyên S-300, balafirên ser yên MIG 29 û tankên T-80 bikirre. Ev bazara çekan ya di navbera Moskova û samê de, bûbû sedemê nerazîbûna hukumetên Amerika û Israilê. Di hevdîtinan de, ewê herwiha pêsketinên li rojhilata Navin yên pistî desthilatadariya hukumeta partiya karker ya srailê-jî guftûgo bikin. Li gorî daxuyaniyên qesra serokatiya Dewletê ya li Samê, serdana Esad wê du roj berdewam bike. Di nava 8 salên dawî de, ev cara yekeme ku Serokê-dewletê Sûriyê Hafiz Esad bi awayek fermî diçe Rûsya. [CTV51] Yekîneyên leskerî yê nû ku Rusya dixwaze bisîne Kosovo, li astengiya NATOyê eliqîn... Li ser daxwaza NATOyê, Macaristan, Bulgaristan û Romanya destur nedan balafirên Rus yên ku çûne Pristine derbasî qada hewayî bibin. Yekîneyên Rus ku beriya niha-jî ji bo ku tevlî K-FOR bibin derketibûn rê, ji ber ku Macaristan ketina qada hewayî redkiribû, pasve vegeriyabûn. Li ser daxwaza NATOyê, destura ketina qada hewayî nedan balafirên Rus ku çûne Pristine. Li dijî vê helwesta NATOyê, rêvebiriya Moskovo nerazîbûn nîsan da. Li ser vê yekê, NATOyê heyet leskerî sand Rusya. Rayedarên heyeta Rus û rêvebiriya Mosokov, di derbarê agahiyên berfireh yên li ser besdarbûna hêza K-FOR de, dest bi hevdîtinan kirin. Digel ku hevdîtinên di navbera NATO û Rusya de berdewam bikin, rêvebiriya Moskovo diyar kir ji bo ku taburek Rus ji 360 parasutvanan tevlî hêza astiya Kosovo KFOR bibe, wê di ser rêya trênê biçe Kosovo. Li gorî nûçeyên ku weke çavkanî wezareta parastiya Rusya nîsandan, amadekariyên ji bo derketina konvoyê, wê heta 15 rojan biqedin. Di vê navberê de, wê besek ji yekîneyên Rus, di ser rêya derya re bigihînin Kosovo. Bi vê armancê, 4 kêstiyên Rus semiya derbasbûyî ji bendera Sivastopol ya li Derya Res hesin girtin û ber bi Yunanistan ve tevgeriyan. Yekîneyên leskerî wê ji vê derê li ser Makednonya biçin Kosovo. Çav li rêye ku kêstiya 5emîn-jî ku wê yekîneyên Rus bibe, hefteya pês me ji Sivastopolê tevbigere. Ji aliyê din ve, Komiseriya bilind ya Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî-jî li navneda xwe ya Cenevrê, daxuyaniyekê da. Di daxuyaniyê de, tê gotin ji 10 heziranê, roja NATO operasyona xwe ya li dijî Yoguslavya daye rawestandin û vir ve, qasî 589 hezar û 600 penavber dîsa zivirîne Kosovoyê. Doh-jî 19 hezar û 400 penavber vegeriyan Kosovo. Ji wan 13 hezar û 700 ji Arnavûtê, 4 hezar û 200 ji Makedonya û hezar û 500 penaber-jî ji kampên penaberan yên li Karadaxê hatine. Li gorî daxuyanî, hin 166 hezar û 800 penavber li welatên cinarin. Rayedarên Neteweyên yekbûyî dan xuya kirin ku ew niha nikarin agahî bidin ka ji penaberên Arnavût çiqas vegeriyane welatê xwe. [CTV52] Serok-wezirê pakistanê Nawaz Serif di derbarê pirsgirêka Kesmîrê de bi serokê Amerika Bill Clinton re hevdîtin pêkanî, lê belê muxalefeta Pakistanê nerazîbûn nisan da. Partiya gel ya pakistanê ku di muxalefetê de ye, xwest ku naveroka hevdîtina di navbera herdû serokan de, li parlementoyê were niqas kirin. Berdevikê Partika di bin serokatiya Benazir Buto de, Farhatullah Babar da xuya kirin ku ewlekariya netewê di bin tehditê de ye û diyar kir divê ewlekariya parlemento û netewa pakistanê di bin garantiyê de were girtin. Babar xwest ku serdana ji niskê ve ya serokwezîr Serif û bûyerên din werin zelal kirin. Serokwezîrê Pakistan Serif doh li Washingtonê bi serokê Emerîka Bill Clinton hatibû cem hev. Di hevdîtinê de, di derbarê pasvekisîna hêzên Kesmîrî de ku ji Pakistanê ketibûn Hindistanê, lihevhatinek pêk hat. [CTV53] KNK îro civîneke awarte pêk anî Konseya rêvebir ya Kongra Netewî ya Kurdistan KNK îro li paytexta Belçika Bruksel civîneke awarte pêk anî. Civîn saet di 11"an de destpêkir û serokê KNK Ismet ßerif Vanli axaftina vekirinê kir. Xala bingehîn ya rojeva civînê li ser polîtîka li dijî biryara îdamkirina serokê gißtî yê PKK Abdullah Ocalan bû. Di civînê de pêvajoya dawî ya siyasî hate nirxandin. Dema me nûçeyên xwe amade dikir, civîn hîn-jî berdewam dikir. Tê hêvîkirin ku di civîne biryara "kampanya ji bo Ocalan" were girtin. [CTV54] Kurdistaniyên li Ewropa dest bi greva birçîbûnê kirin Kurdistaniyên li Ewropa ku bi armanca protestokirina biryara dardakirina serokê gißtî yê PKK Abdullah Ocalan çalakiyan organîze dikin, dest bi greva birçîbûnê kirin. Ji aliyekî ve, greva birçîbûnê ya li bajarê Fransa Marsilya kete roja xwe ya 7"an. Li aliyê din-jî, li bajarê Almanya Ulm û Nurnberg, Kurdistanî bi armanca ßiyarkirinê, ji bo rojekê ketin greva birçîbûnê. Li bajarê Fransa Marsilya, greva birçîbûnê ku bêdem û bi dor berdewam dike, ji aliyê gelek kesan ve tê ziyaret kirin. Greva birçîbûnê serê sibê ji ber sedemên ewlekariyê li meydana Kanabiyer û êvarê-jî li navenda çanda Kurd tê lidarxistin. Doh herwiha li bajarê baßûrê Fransa Touluse-jî, Kurdistanî û dostên wan, meßek organîze kirin. Li bajarê Almanya Kassel-jî Kurdistanî li komela çand ya Kurd hatin cem hev û pêvajoya dawî ya siyasî nirxandin. Di civîna bi navê "Dilsoziya bi serokatiyê re" hate diyar kirin ku ew biryara dardakirina serokê gißtî yê PKK Abdullah Ocalan nas nakin. Li bajarê almanya Ulm-jî qasî 30 jinên Kurdistanî ji bo rojekê bi armanca ßiyarkirinê ketin greva birçîbûnê. Jinên Kurdistanî wiha gotin; "Em weke dayikan, dixwazin dawî li vî ßerî ku ji salan û vir ve berdewam dike, were. Em ligel aßtiyê ne. Lê belê, eger ji bo ßer zorê li me bikin, em weke jinên Kurd ji bo vê yekê jî amadene. Li bajarê Almanya Nurnberg-jî 15 kes ji bo ku bala raya gißtî bikßînin ser biryara dardakirina Ocalan û welatên Ewropa ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bikevin nava tevgerê, rojekê ketin greva birçîbûnê. Gelek serdanvan diçin cihê greva birçîbûnê û li ser konê ku çalakvan lê ne, pankart bi nivîsa "Ji bo Ocalan Azadî, ji Kurdistan re aßtî" bi zimanên Almanî û Tirkî hatiye nivîsandin. Li bajarê almanya Bremen-jî qasî 500 Kurdistanî li pêßiya parlamentoya Eyaletê hatin cem hev û çalakiyeke runißtinê pêk anîn. Herwiha esnafên Kurdistanî yên li Bremên, dikan û darabeyên xwe girtin û destek dan çalakiyê. [CTV55] Li zanîngeha Teheranê dekanên 18 fakulteyan ji wezîfeyên xwe îstîfakirin. Li gorî nûçeya ajansa fermî ya ßran, ßrnayê rektorê zanîngeha Teharanê jî ku 18 dekanên fakulteyan nameyên îstfakirinê dabûnê, ji wezîfeya xwe îstefakir. Tê gotin, rektorê zanîngehê nameya xwe ya îstefayê ßandiyê wezareta perwerdeya bilind de, û di nameyê de helwesta dijwar ya polêsan ya li hemberî xwepêßandanan ßeva pêncßemê, weke sedema îstîfaya xwe nîßan daye. Di vê navberê de hate diyarkirin ku serok-komarê ßranê Muhamed Xatemî daxwaznama îstîfayê ya ku doh wezîrê perwerdeya bilind Mustefa Moîn pêßkêß kiribû, red kir. Moîn-jî ji ber ßîddeta polêsan ya di xwepêßandana Teheranê de ya li hember xwendekaran, îstefakiribû. Ji ber ku meclîsa ßranê pêßniyaz-biryara astengkirina çapemeniyê pejirandibû û rojnameya Selam girtibû, xwendekarên zanîngehan roja pêncßemê dest bi çalakiyan kiribûn. [CTV56] Konseya Bilind ya Ewlekariya Netewî ya Iranê, civîneke awarte di bin serokatiya serok-komar Muhamed Xatemî de, pêk anî Di civînê de, bûyerên bi êrîßa polês ya li ser malên xwendekaran ku li zanîngeha Tahranê derketin, hatin ßermezarkirin. Li gorî ajansa nûçeyan ya Iranê IRNA'yê, konseyê pißtî civîna xwe doh belavokek ji 6 xalan pêk hatiye, weßand. Di belavokê de wiha tê gotin; ev bûyera xembar ne tê qebûlkirin û ji bîrkirin. Konsey bi dil û can ji xwendekar û birîndaran re dibêje; derbasbûyî be. Di belavokê de herwiha tê diyarkirin ku ji bo lêkolîna bûyerê, komisyonek hatiye sazkirin. Di vê çarçovê de wiha tê gotin: 'Konseyê biryar girtiye ku ji bo polês bikeve mala xwendekaran, rayedarên ku ferman dane derhal ji wezîfê werin girtin û di derbarê wan de, li gorî qanûnan gav werin avêtin. Di belavokê de tê gotin: "Hemû kesên hatine binçavkirin serbest hatine berdan û bang li xwendekaran tê kirin ku bê deng bibin. Konseya Bilind ya Ewlekariya Netewî ya Iranê, hemû biryarên girtin, pêßkêßî serokê olî Ayetullah Alî Hamaney kirin. Li gorî ajansa nûçeyan ya fermî ya Iran IRNA'yê; Serokê olî Alî Hamaney hemû biryarên konseyê mor kirine û xwestiye bûyer werin ßopandin. [CTV57] Serokê PDK'ê Mesût Barzanî diyarkir, ku ew siyaseta Emerîka ya Iraqê naecibîne Barzanî diyarkir ku Emerîka bi siyaseta xwe ya niha nikare serok dewletê Iraqê Saddam Huseyin ji ser kar bîne xwar. Barzanî, ji bo rojnameya El-Heyatê ku li Londonê bi zimanê erebî tê weßandin, daxuyakirin ku planên Emerîka nagihîjin ti encamê û bi vî awayî rêvebiriya Iraqê ne mumkune were hilweßandin. Her wiha Barzanî; qanûna rizgariya Iraqê ya Cotmeha derbasbûyî li Kongreya Emerîkayê hatibû qebûlkirin ku têde alîkariya malî ji bo muxalefeta Iraqê heye, rexne kir. Barzanî îddîa kir ku planên Emerîka ji bo hilweßandina desthilatiya Saddam Huseyin hene û naxwaza van planan eßkere bike û heta haya muxalefeta Iraqê jî ji van planan tineye. Her wiha Barzanî diyarkir ku ew bi gumane Kongreyek ji bo yekîtiya muxalefeta Iraqê were çêkirin. Muxalefeta Iraqê bi koalisyoneke ji 11 koman, di Nîsana vê salê de, li Londonê ji bo hilweßandina desthilatiya li Baxdayê kom bûbû û biryar girtibû ku di nava 3 mehan de civîneke bilind pêk bîne. Barzanî, meha derbasbûyî, li Waßintonê, sedema têkçûna hevdîtinên bi YNK'ê re, YNK' ji vê yekê berpirsiyar girtibû. Barzanî, sekreterê YNK'ê Talabanî bi alîkarîddayîna PKK'ê sûcdar dike. [CTV58] Di vî ßerî de 4 leßker û cahßek hatin kußtin Gerîllayên ARGK'ê û leßkerên artêßa Tirk, li nêzî gundê Kirm ku girêdayî navçeya Wan Artê-metê ye, ßerkirin. Di vî ßerî de 4 leßker û cahßek hatin kußtin. Hate ragihandin ku li derdora navçeya Farqînê-jî, leßkerên Tirk pißtî operasyona dabûn destpêkirin, zilm û zora xwe li ser gel zêdekirin. Li gorî agahiyên ku me ji nûçegîhanên xwe yên li herêmê wergirtine; Li nêzî navçeya Wan Artêmetê pêr saet li derdora 21an, leßker û cahßên di gera nobetê de bûn, bi gerîllayên ARGK'ê re ketin nava ßer. Di ßer de ji leßkerên qereqola Kirmê, 4 leßker û cahßek hatin kußtin û 2 leßker jî bi giranî birîndarbûn. Leßker û cahßên birîndar rakirin nexweßxaneya Wanê ya dewletê. Leßkerên kußtî jî doh li balafirgeha Wanê bi merasîmekê ji bo welatên xwe hatin bi rêkirin. Pißtî ßer, li herêmê operasyona hatiye destpêkirin, hê jî didome. Li aliyê din, li derdora navçeya Amed Farqînê, leßkerên beriya 2 hefteyan dest bi operasyonê kiribûn, 3 roj berê avêtin ser gundê Qirika. Li gorî agahiyan; leßkerên Tirk di lêgerîna malan de alav belavkirine û erzaqên xwarinê jî tevlîhevkirine. Leßkerên Tirk, dûre gundî li meydana gund komkirine û gef li wan xwarine ji boku di demeke nêz de bibin cahß, yan na wê gundên wan bißewitînin. Her wiha leßkeran 2 gundî kirin binçavan, lêbelê gundiyan diyarkirin ku ew ne dixwazin bibin cahß û ne jî dixwazin dest ji gundê xwe berdin. [CTV59] Li Semsûrê li dijî tesîsên hilberîna petrolê yên TPAO, êrîßek hate lidarxistin Li gorî çavkaniyên nûçeyên Tirk, doh di derengiya ßevê de 3 kesan êrîß birin ser bîra TPAO ya hejmar 52 ku li nêzîkî gundê Semsûr, Çemberlî-taß e. Kesên êrîß pêkanîn, pêßî ji karkerên petrolê re propoganda kirin, dûre makîneyeke paqijkirîna bîrê ßewitandin. Di encama agirê derketî de, hate diyarkirin ku hin makîneyên din-jî ßewitîn. Leßkerên Tirk pißtî ku ji bûyerê haydar bûn, çûn herêmê û dest bi operasyoneke berfireh kirin. [CTV60] Li Wanê, 22 kes kirin bin çavan Hêzên dewleta Tirk, îro li kolana ßafak ya bajarokê Bostaniçiya Wanê, 22 kes kirin bin çavan. Leßkerên qereqola bajarokê Bostaniçiyê, îro danê sibê zû, bêyî sedem nîßan bidin, avêtin ser malan û ji bo binçavkirinê 22 kes birin qereqola Bostaniçiyê. Kesên hatin binçavkirin, pißtî ku tevahiya rojê hatin lêpirsîn, serbest hatin berdan. Lê kesekî bi navê Hamza Osman û kesekî navê wî ne hate zanîn, li qereqola Bostaniçiyê hê di lêpirsînê de ne. Li aliyê din, li kolana ßehîdlika Amedê, polêsan avêtin ser mala kesê bi navê Recep Toprak û mala wî wergerandin qereqolê. Polêsên dewleta Tirk, Pêncßema derbasbûyî avêtibûn ser mala Toprak û mala wî wergerandibûn qereqolê. Lewma ev 4 rojin, qasî 20 xizmên Toprak, dorgirtî mane. Kesekî ku serî li Komela Mafê Mirovan da, diyarkir ku ew ji jiyana Toprak û xizmên wî yên li malê têne girtin, fikaran dikin. [CTV61] Ilhamî Yaban: "Eger ev îddîa rastbe, dewlet wê piçûk bikeve" Sekreterê Komela Mafê Mirovan IHD'ê ßaxê Enqerê Ilhamî Yaban, got: Eger îtîrafên bersucên suîkasta Akin bîrdal yên ku tên mehkemekirin, rast derkevin, wê dewlet piçûk bikeve. Yaban, li Enqerê di çalakiya rûnißtinê de axivî û bi bîrxist ku Mehmet Cemal Kulaksiz-oglu, li xwe mikur hatiye ku sîxurê istixbarata Tirk MIT'êye, Eger ev îddîa rastbe, kes nikare hesab bide û dewlet wê piçûk bikeve. Ilhamî Yaban, di çalakiya rûnißtinê ya li Enqerê de axivî û got: Mehmet Cemal Kulaksizoglu, di mikur hatinên xwe yên li dadgehê de qebûl kir ku sîxurê istixbarata dewleta Tirk MIT'êye û wekî din gotiye ku wî li ser navê dewletê li Azerbeycan û Moldovyayê karên serketî meßandine. Yaban got: Em hêvî dikin ku ev îddîa ne rast bin, naxwe wê ev pirs were bîra mirov: gelo vî kesî pißtî karên Azerbeycan û Moldovya, vê carê jî bi karê sukasta Akin bîrdal rabû. Di rûnißtina hefteya derbasbûyî de avûkatê gunehbarê bi navê; Cemal Kulaksizoglu, Salim Ozdemir gotibû; dewletê navê Mikail SAri li muwekîlê wî kiriye û weke endamê istixbaratê MIT'ê hatiye xebitandin. Her wiha avûkat Ozdemir gotibû; muwekîlê min li Azerbeycan, Kosovo û Moldovyayê karên mezin kirin, lewma ew bi karên wiha piçûk re mijûl nabe. Di heman rûnißtinê de, gunehbar Kulaksizoglu gotibû; ez timî bi Mahmût Yildirim bi navê kod 'Yeßîl' re di nava têkiliyê de bûm, Pißtî ku Bîrdal hat gullebarankirin, Yeßîl bi telefonê li gunehbar Semih Tufan Gulaltay geriya û jêre got: serkeftina we pîroz be. Semih Tufan Gulaltay jî di îfadeya xwe de gotibû; çawißekî pispor û 4 ciwanên nijadperest werin cem hev, çete nayê sazkirin. Her wiha Gulaltay ji bo Bîrdal gotibû; Minê bi kêfxweßî gulle berdanayê. Gunehbarekî din, Kerem Deretarla jî gotibû; me ßîrê Tirkan mêtiye, lewma wê têkoßîna me ya li dijî kurdparêzan her tim berdewam bike. [CTV62] Vê heftiyê rojeveke berfireh li benda meclisa Tirk e Meclisa Tirk ku wê di derbarê Qibrisê de bi rojeveke taybetî kom bibe. Herwiha vê heftiyê mijarên girîng yên weke; dirêjkirina rêwßa awarte, pêßniyaz-qanûna poßmaniyê, pêßniyaz-qanûna reformên ewlekariya civakî û li ser qanûna têkoßîna li dijî paßverûtiyê di rojeva meclîsa tirk de cih digrin. Di civîna gißtî ya meclîsa Tirk ya di 13ê tîrmehê roja ßemiyê de tezkereya serokatiyê ya di derbarê dirêjkirina rewßa awarte de wê were guftugokirin. Li gorî tezkeryê tê xwestin ku ji 30ê tîrmehê ve li Amed, Culemêrg, ßirnex, Sêrt, Dêrsim û li Wanê rewßa awarte ji bo 4 mehên din ji nû ve were dirêjkirin. [CTV63] Meclisa Tirk wê 15 Tirmehê roja pênçßemê-jî ku 25emin salvegera dagerkeriya Qibrisê ye, ji bo rojeveke taybetî li hev bicive. Di civînê de wê pirsgirêka Qibrisê were goftugo kirin. Çav li rêye ku serokê QIbrisa bakur ya dagirkirî, Rauf Denktaß-jî weke axaftvan tevlî civînê bibe. Denktaß demeke dirêje ku li Tirkiyê ye. Herwiha çav li rêye, ku hukumet pêßniyaz-qanûna reforma ewlekariya civakî ku bûye sedema reaksiyonên tund yên karker û memuran û pêßniyaz-qanûna poßmaniyê vê heftê pêßkêßî serokatiya meclisa Tirk bike. Komîsyon wê vê heftê li ser pêßniyaz-qanûna kontrollkirina wexfeyan-jî ku weke pêßniyaz-qanûna têkoßîna li dijî paßverûtiyê tê binavkirin, raweste. Komîsyona qanûna bingehîn heftiya derbasbûyî li ser pêßniyaz-qanûnê rawestiyabû, lê belê bi sedema ku ev pêßniyaz-qanûn di konseya wezîran de nehatiye goftûgo kirin, rastî dijberiya parlementerê MHPyî hatibû. Li ser mijarê ku di nava hukumetê de bû sedema aloziyê, Serokwezîrê Tirk Bulent Ecevit û serokê gißtî yê MHP Devlet Baxçelî hatibûn cem hev û li ser mijarê lihevkiribûn. Hate diyar kirin, komîsyona karê hundir ya meclisa Tirk wê di civîna xwe ya vê hefteyê de li ser pêßniyaz-qanûna têkoßîna li dijî rêxistinên sucê ji bo berjewendiyê' raweste. [CTV64] Tirkiyê Hikmet Samî Turk diyarkir, ku ew li ser qanûna efûyê dixebitin Wezîrê Edaletê yê hukûmeta 57an ya Tirkiyê Hikmet Samî Turk diyarkir, ku ew li ser qanûna efûyê dixebitin. Turk, daxuyakirin, heta 1'ê ßlonê, ewê bersîvê bidin pirsên Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewrûpa yên di derbarê pêvajoya darizandina Ocalan de. Wezîrê Edaletê yê dewleta Tirk Hikmet Sami Turk, li bajarê Trabzonê, di civîna çapemeniyê de li ser pirsên rojnamevanan diyarkir ku ew li ser qanûneke efûyê ya qismî xebatê dikin. Turk, ku agahiyên berfireh nedan ka wê kîjan suc ber efuyê bikevin, lê belê da zanîn ku sûcên rûreßiyê, kußtin û xapandinê, wê li derveyî efûyê bimînin. Her wiha Turk diyarkir ku ewê pißtî hevdîtinên xwe yên bi serokê partiyên koalisyonê re ßeklê dawî bidin qanûnê. Wezîr got: qanûna di warê poßmaniyê de jî wê di vê çarçoweyê de were nirxandin, ev pêßniyaz qanûnê di rojên pêß me de li parlementoyê were guftûgokirin. Turk, wekî din bersîv dan pirsên rojnamevanan yên li ser helwesta Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewrûpa ya di derbarê pêvajoya darizandina serokê gißtî yê PKKê Abdullah Ocalan de. Turk, bi bîrxist ku Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê, di warê dadgehkirina Serokê gißtî yê PKK'ê Abdullah Ocalan de 'biryara tedbîrê ya ihtiyatî'wergirtiye. Turk diyar kir ku di 1'ê ßlonê de ewê bersîvê bidin pirsên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê, yên li ser mijarê. Li ser pirseke weke; eger Dadgeha Mafê Mirovan biryar rakirina cezayê dardekirinê wergire, hûnê çi bikinß Turk ev bersiv da: Di nava gotinên min de bersîva vê pirsê jî heye. Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê, di derbarê dadgehkirina Ocalan de biryara tedbîrê ya ihtiyatê girtibû û ji bo Tirkiye heta 30 Hezîranê bibersivîne, hin pirs jê kiribûn. Lê belê dewleta Tirk ji bo vê yekê xwestibû dem were dirêjkirin û diyakiribû ku ewê di 1'ßlonê de bersiva van pirsan bidin. [CTV65] Li Tirkiyê, karker amadekariyên çalakiyên nû dikin Li Tirkiyê, li dijî pêßniyaz-qanûna ewlekariya civakî ku biryar hatiye girtin ji meclîsê re were pêßkêßkirin, karker amadekariyên çalakiyên nû dikin. Pißtî ku konseya serokan ya konfederasyona sendîkayên karker yên ßoreßger DISKê, doh bi lezgînî hatin cem hev, Konseya serokan ya Tirk-Iß-jî wê sibê bi awayekî awarte li hev bicivin. Pißtî ku di pêßniyaz qanûna ewlekariya civakî de, temenê teqawîtbûyînê yê jinan 58 û yê zilaman jî 60 hat tespîtkirin û prîm jî qasê 8 hezar û 300 hatin diyarkirin, sendikaya Turk-Ißê, bi awayekî awarte ji bo civînê bang li Konseya Serokan kir. Serokê gißtî yê Turk-Ißê Bayram Meral diyarkir ku di pêßniyaz qanûnê de mafê hatibûn bidestxistin jî nayê parastin, kesên bi sîgorta jî gelek mafên ji holê têne rakirin, her wiha pêßniyaza hevbeß a Turk-Iß, Hak-Iß û DISK'ê li ber çav ne hatiye girtin. Serokê Gißtî yê Turk-Ißê Meral îddîa kir ku pêßniyaz qanûna Ewlekariya Civakî, ji sedî 70 mafê kedkaran yê teqawîtbûyînê ji holê tê rakirin, lewma Turk-Iß nikare li hemberî vê pêßniyaz qanûnê bê deng û helwest bimîne. Konseya Serokan a Turk-Ißê ku hefteya drebasbûyî bi awayekî awarte civiyabû, di civîna sibê de jî wê serokên gißtî yên sendikayan, wê pêßniyaz qanûna ewlekariya civakî binirxînin û li gorî nirxandinan wê rêbazeke têkoßînê diyar bikin. Konseya Serokan a DISK'ê, doh di çarçoweya heman mijarê de li hev kom bûbû û ji bo pêßniyaz qanûn di parlementoyê re derbas nebe, bernameyeke çalakiyên lezgîn diyarkiribû. Di vê navberê de, serok-wezîrê Tirk Bulend Ecewît got: eger me reforma ewlekariya civakî dernexista, wê dewlet hilweßiya. Ecewît diyarkir ku li ti deverê cîhanê weke Tirkiyê kes, zû bi zû teqawît nabe. Ecewît herwiha got: aboriya Tirkiyê di astengeke dijwar re derbas dibe. Em ne zamma ji bo kermandan, ne-jî ya ji bo teqewîdan têr dibînin, lê belê hêza dewletê têra zameke bilindtir nake. [CTV66] Endamên SES'ê, 6 rojin di bin çavan de ne Li nexweßxaneya Çewlikê ya dewletê, bi bahaneya derman ku wendabûne, endamên Sendika Kedkarên Tenduristiyê SES'ê, 6 rojin di bin çavan de ne. Di derbarê mijarê de, Konseya rêvebir ya navenda SES'ê daxuyaniyek da û bûyer ßermezar kir. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin; 'Kedkarên tenduristiyê û kesên di warê tenduristiyê de dixebitin, li gorî sonda hîpokrat tevdigerin.' Lewma ew nikarin, mîna sîxuran, xebatkarên tendurustiyê bißopînin. Li Çewlikê binçavkirina kedkarên tendurustiyê dide nîßan, ku serdestan dev ji polîtîkayên xwe yên zordariyê bernedane. [CTV67] Li girtîgeha Sakarya, girtiyên ku bi nexweßînên vegirtî ketine, nayên derman kirin Xizmên girtiyan diyar kirin, li girtîgehê nexweßîna Hepatit-B û werem belav bûye. Lê belê, bi astengkirina tedawiya girtiyan, polîtkayeke jiholêrakirinê tê meßandin. Xizmên girtiyan herwiha dibêjin, digel ku rêvebiriya girtîgehê û rayedarên wezaretê ji vê yekê hayedarin-jî, ji bo pêßîgirtina li nexweßiyan, tu tedbîr nayên wergirtin. Lewma, xizmên girtiyan ji raya gißtî xwestin ku bêdeng nemînin daku kes bi van nexweßiyan nemire. Li aliyê din, di girtîgeha Eskîßehîr ya tîpa taybetî de, girtiyên bi navê Kemal û Bulent Erturk ku berî demêkê dest bi greva birçîbûnê kiribûn, hatine sînorê mirinê. Tê gotin, ji bo daxwazên wan werin qebûl kirin, herdû girtiyan dest bi greva birçîbûnê kiribûn û digel ku rewßa wan girane-jî, rayedarên girtîgehê ti mudaxelle nekirine. Sekreterê IHD yê ßaxê Enqerê Ilhamî Yaban di çalakiya runißtinê ya kolana Yukselê de, da zanîn ku dewlet girtî ji çav derxistine û eger bûyerên neyînî pêk werin, dewlet ji vê yekê berpirsyar e. [CTV68] Cahßên endamên eßîreta Jîrkî hate zanîn ku îstîfa xwe dan û koç kirin Cahßên endamên eßîreta Jîrkî ku hefteya derbasbûyî, dest ji çekên xwe berdabûn, hate zanîn ku îstîfa xwe dan û koç kirin. Hate ragihandin ku beßek ji cahßên koçkirî, li Silopî û ßirnexê bi cih bûn, beßekî din-jî çûn Baßûrê Kurdistanê. Li gorî nûçegihanên me yên li herêmê, li gel ku serok cehß Tahîr Adiyaman li cehßan gef xwariye, dîsa-jî cehßên endamên eßîreta Jîrkî îstefakirin û çûn liherêma Kizir ya Silopî bi cih bûn. Tê gotin, ku ji van cehßen wekî din bi qasî 40 malbatî çûne Baßûrê Kurdistanê. Cehßek ku nexwest navê xwe eßkere bike li ser heman mijarê da zanîn ku pißtî wan koçkiriye, careke din ji bo birina navmalên xwe vegeriyane gund, lê belê di vegerê de dîtine ku gundê wan hatiye ßwetandin. Vî kesî her wiha da zanîn ku gundên hatine ßewitandin ev in: Askan, Batan, Hemgaz û Piresyane. Heman cehßî wekî din got ku leßkeran cehßên çek berdane, kirine bin çavan û ji aliyê Tahîr Adiyaman ve jî gef li wanhatiye xwarin da ku ji nû ve rahêjin çekên dewletê. Heman kesî her wiha îdîa kir ku li ser vê yekê di navbera kesên dev ji çekan berdane û zilamên Tahîr Adiyaman de ßer derketiye, di encamê de yek jê zilamê Tahîr Adiyaman di ßer de du kes hatine kußtin. [CTV69] Serokê belediya Wanê bi muxtarên civînek pêk anî Serokê belediya Wanê ßahabettin Ozaslaner doh bi 29 muxtarên taxên bajêr re civînek pêk anî û di derbarê pirsgirêkan de ji wan agahî wergirtin. Ozaslaner, di civînê de got, ji ber gemara di kanalizasyonê de, gola Wanê qirêj bûye û ancax di 10 salan de gola Wanê dikare were paqijkirin. 29 muxtarên taxên Wanê ku li salona Encumen ya Belediyê hatin cem hev, bi taybetî nerazîbûn û gilliyên xwe yên di derbarê av û rêyan de anîn ziman. Ozaslaner got, ji bo çareserkirina pirsgirêkên li bajarekî, wezîfeyên mezin dikeve ser milê muxtarên taxê û ew li benda alîkariya muxtaran e. Ozaslaner got ku, ewê bi tu awayî desturê nedin sextekariyê û ewê her qûrûßê belediyê ji bo xizmetê xerç bikin. Ozaslaner wiha berdewam kir; "Weke her serokê belediyê, emê-jî nasnameya xwe ya siyasî biparêzin. Lê belê, bêî ku em ti cûdabûnê bikin, emê xizmetê bikin. Ozaslaner got, dema wan belediya dewr girt, tesîsên paqijkirinê bi kapasîteya ji sedî 50 kar dikirin. Di encama lêkolînan de, ava gemarî û pîsîtiyên din bêî ku werin paqijkirin, rasterast diherikin golê. Ozaslaner got, ji ber vê yekê, tesîsên paqijkirinê di demeke kin de dîsa derbasî tevgerê bûn, lê belê dîsa-jî ew dikarin tenê ji sedî 50 paqij bikin û wiha axivî; Li gorî lêkolînên li Zanîngehê, ji ber gemara li Wan û navçeyên derûdorê, Gola Wanê qirêj bûye, û ji bo paqijkirina gola Wanê xebata 10 salan pêwist e. Ozaslaner wekî din da zanîn ku ewê karibin di nava hevkariyê de pirsgirêkên rê, av, kanalizasyon û pirsgirêkên paqijiyê çareser bikin. [CTV70] Talibanan dan zanîn, ku ewê Usame bin Ladin teslîm nekin Berdevkê Talîbanan Wekîl Ahmed Mute-vekil wiha got: "di derbarê teslîmkirina kesekî de, lihevhatin bi ti welatî re tuneye." Emerîka, Usame bin Ladin, bi bombekirina sefaretxanên Emerîka yên li Kênya û Tanzanya tewanbar dike. Berdevkê Talîbanan, wekîl Ahmed Mutevekkil li paytext Kabîl daxûyaniyek da çapemeniyê û got: Emerîka nekariye îspat bike ku Ladîn tevlî çalakiyên terorê bûye. Berdevk Mutevekkil qebûl kir ku Bin Ladin bi tîmeke xwe taybetî ya parastinê re li Afganistanê ye. Mutevekkil bi bîrxist ku Amerîka navê Ladîn xistiye nav lîsteya deh kesên ku herî zehf li wan digere û ev neheqiyeke mezin e ku Amerîka ji bo serê Bîn Ladin 5 milyon dolar xelat daniye. Cîhê ku Bin Ladin lê dimîne, ji gelek rayedarên rêxistina Talîban jî tê veßartin. Emerîka doh diyar kiribû ku ew dixwaze bi Talibanan re ji bo Ladîn bikeve nav danûstandinan û ji bo ku li ser vê mijarê zorê li rêveberiya Kabîlê bike, roja sêßemê biryara dabû ku ambargoya aborî li hemberî vî welatî pêk bîne. [CTV71] Barak, stratejiya xwe ya li hember Suriyê eßkere kir Serok-wezîrê nû yê ßsraîlê Ehud Barak, stratejiya xwe ya li hember Suriyê ku li herêmê xwedî rolekî mezin e, eßkere kir. Li gorî vê yekê, ji bo ku ßsraîl hêzên xwe ji Baßûrê Lubnanê û Girên Golanê vekißîne, jiholêrakirina Hizbullah û rêxistinên din wê weke ßert derîne pêß. Ehud Barak di daxuyaniya xwe de diyarkir, ku di navbera ßsraîl-Suriye û Lubnanê de gelek pirsgirêk li benda çareseriyê ne. Barak diyar kir ku pirsgirêka herî girîng ya li benda çareserê, teror e, û xwest ku rêxistina Hizbullahê û yên din ên li herêmê werin pelißandin. Serok wezîrê ßsraîlê diyarkiribû bi peymaneke li ser bingeha pêßniyaza Suriyê, ewê karibin perçeyek ji erdên dagirkirî li vî welatî vegerînin. Di navbera her du dewletan de, mijarên weke parvekirina avê, sererastkirina sînoran, pêßdebirina pêwendiyan, pirsgirêka ewlekariyê û sîstema navgînên zûhißyarkirinê, li benda çareseriyêne. Barak dibêje, li gorî helwesta Suriyê ya li ser van mijaran ewê di derbarê paßvekißîna erdên dagirkirî de biryarê bidin. Dewleta Suriyê dixwaze ßsraîl ji girên Golanê ku di ßerê Rojhilata Navîn ya sala 1967an de dagirkiriye, vekiße û sînorên beriya ßer were naskirin. ßsraîl di sala 1982an de, Baßûrê Lubnanê-jî dagirkiribû, ji wê rojê û vir ve di navbera hêzên ßsraîl û Hizbollahê de ßer berdewam dike. [CTV72] Li Kolombiya ßandaneke li dijî ßer bûn Pißtî ßerên dijwar yên di demên dawî de di navbera hêzên dewletê yên Kolombiya û komên gerîlayan de diqewimin, bi deh-hezaran Kolombiyayî derketin kolanan û xwestin dawî li ßer were ku bi salane li vî welatî didome. Xwepêßandêran sloganên weke 'bila dawî li ßer were' avêtin û xwestin ku di navbera hukumeta Kolombiya û grûbên gerîlla de hevdîtin dest pê bikin,. Di vê navberê de, pißtî êrîßa gerîlayan, hukumeta Kolombiya da xuyakirin, ku ewê li 8 eyaletan, derketina nav kolanan qedexe bike. Li paytexta Kolombiya Bogota bi qasî 40 hezar kes tevlî xwepêßandaneke li dijî ßer bûn. Xwepêßandêran xwestin, ku derhal dawî li ßerê li vî welatî were û hevdîtinên aßtiyê yên di navbera rêveberiya serok dewlet Andreas Pastrana û gerillayên hêzên çekdar yên ßoreßger yên Kolobiyayê de destpêkiribûn, berdewam bikin û di hevdîtinan de gavên berbiçav werin avêtin. Pedro Rodrigues ku di xwepêßandanê de amade bû li ser vê mijarê wiha axivî; 'ßerê ku bi salane li vî welatî berdewam dike, pêwîste bi dawî bibe. Em dixwazin ku li vî welatî aßtî pêk were.' Di vê navê de hukumeta Kolombiya ji ber êrîßên gerillayan, li heßt eyaletan, derketina kolanan qedexe kir. Wezîrê karê hundir yê Kolombiyayê Nestor Martinez, li ser heman mijarê da xuyakirin, ku ji bo rê li ber êrîßên nû were girtin, biryara derketina kolanan hatiye wergirtin. Martinez wekî din got, li Bogota û navçe û gundên derdora vê eyaletê jî derketina nav kolanan hatiye qedexekirin. Li aliyê din, li gorî daxuyaniya navenda artêßa Kolombiya; di ßerên pêr û doh yên di navbera hêzên leßker û gerillayan de derket, 64 gerilla û 5 polês hatine kußtin. Gerillayên FARCê-jî dan zanîn ku di van ßerên de, 47 jê leßker bi tevahî 85 kes mirine. Di ßerê deh salan yê navbera gerillayên FARCê û artêßa Kolombiya de, bi qasî 35 hezar kesî jiyana xwe ji dest daye. [CTV73] Civîna awarte ya Konseya rêvebir ya kongra netewî ya Kurdistan KNK'ê, bidawî bû. Konseya rêvebir ya KNK ku doh bi biryara konseya serokatiya KNK bi lez li hev kom bûbû, di civînê de rêzek biryar wergirtin. Di vê çarçovê de, bi armanca ku cezayê dardakirinê yê li serokê gißtî yê PKK Abdullah Ocalan hatiye birrîn, neyê bi cih anîn, KNK'ê biryar wergirt ku meßeke mezin bide li dar xistin. Di civînê de, li ser helwesta pêwist ya partî û rêxistinên Kurd ya pißtî biryara di derbarê serokê gißtî yê PKK Abdullah Ocalan de, guftugo hatin kirin. Di civînê de careke din hate bibîrxistin ku biryara li Îmraliyê ji aliyê KNKê ve nayê naskirin û ji bo ku biryara dardekirinê neyê pêkanîn, Kongra netewî ya Kurdistan biryar da ku kampanyayekê bide destpêkirin. Di civînê de hate xwestin ku kampanyên ku destpêkirine jî, werin destekkirinû hemû kampanyayên di vî warî de ji navendekê û di heman demê de werin meßandin. Di vê çarçovê de, konseya rêvebir ya KNK biryar da ku li Ewropa meßeke navendî organîze bike. Herwiha biryar hate dayîn ku li gel dewletên di civata navnetewî de xwedî gotin in, danûstandin werin kirin. Konseya rêvebir wê di dema pêß me de, weke armanc, li herêmên ku Kurdistanî lê dijîn, civînên Gel saz bikin. KNKê di civînê de bang li komîsyonên xwe jî kir da ku di vê pêvajoyê de li hev kom bibin. WEkî din Konseya rêvebir di civînê de sekereterê gißtî yê partî demokratî Kurdistan Iran Dr. Abdurrahman Qasimlo-jî ku di sala 1989"an de li Viyana hatibû kußtin bi bîranî. Di vê çarçovê de biryar hate wergirtin ku civînên bîranîna Qasemlo werin destekkirin û ji KNKê jî heyetek di bîranîna Qasimlo ya ser gora wî de beßdar bibe. [CTV74] Serokê gißtî yê HADEP'ê Murat Bozlak û 16 rêvebirin HADEP'ê serbest hatin berdan Murat Bozlak û 16 rêvebirin HADEP'ê ev 8 mehin di zindanê de bûn. Rêvebirin HADEP'ê, ji ber daxuyaniya xwe ya ßermezarkirinê ku serokê gißtî yê PKKê dema li Îtalya bû, ji aliyê Îtalya ve îadeyî Tirkiyê neyê kirin û ji ber greva birçîbûnê ya bi heman armancê hatibû lidar xistin, tên mehkemekirin. Di runißtina îro ya DGM"ya duyemîn ya Enqerê de, ligel Murat Bozlak 16 rêvebirên HADEPê û avukatên wan beßdar bûn. Avukatê rêvebirên HADEPê Yusuf Alataß ji heyeta dadgehê re diyar kir, ku muvekîlên wî weke tê îddîa kirin di daxûyaniyên xwe yên çapemeniyê de destek ne dane tu rêxistinê. Alataß herwiha dazanîn, rêvebiriya partiyê di derbarê greva birçîbûnê de ti biryar wernegirtiye, lê xizmên girtiyan bi xwe ji bo ku balê bikßînin ser rewßa girtiyan, biryara greva birçîbûnê dane. Yusuf Alataß di berdewama axaftina xwe de bal kißand ser rewßa HADEPiyên girtî û got: "Girtina rêvebirên HADEPê infaza bi lez e û lewma ji bo girtîmayîna HADEPiyan ti sedem ne maye. Paßê avukatên rêvebirên HADEPê ji heyeta dadgehê daxwazkir, ku muvekîlê wan serbest werin berdan. Serokê heyeta dadgehê Turgut Okyay ku serokatiya dadgeha mahkemekirina Ocalan-jî dikir biryar da, ku nusheyek ji îfadeyên Ocalan yên li girava Imraliyê têkeve nava dosyayên di derbarê îddîayên têkiliyên PKK û HADEPê de. Serokê heyeta dadgehê herwiha biryar da, ku heta rûnißtineke din li benda tespîtkirina nifusên rêvebirên HADEPê Ali Hidir Dogan û Ali Ozcan bimînin û rêvebirên girtî yên HADEPê serbest werin berdan. Herwiha, runißtina dadgehê ji bo rojeke din paßveavêt. Dadgeha DGMê di derbarê serokê gißtî yê HADEP Murat Bozlak, cîgir serok Bahattin Gunel, serokê ßaxê Enqerê Kemal Bulbul û bi gißtî di derheqê 47 rêvebirên HADEPê de di navbera 4 sal û 6 meh û 7 sal û 6 meh de ceza dixwaze. Serokatiya HADEPê ßaxê Stembolê bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn ku hêzên dewleta Tirk hewl didin rê li ber çalakiyên bigirin. Serokatiya HADEPê ya ßaxê Stenbolê her wiha da zanîn ku ji ber hin astengkirin û çewsandinên keyfî, ev demeke dirêje partiya wan nikare civîn û çalakiyên xwe li dar bixe. Di daxuyaniyê de, tê bi bîrxistin ku civîna bîranîna Wedat Aydin ku ji aliyê rêxistina HADEPê ya navçeye Kadikoyê hatibû amadekirin, hatiye astengkirin û hin rêvebirên partiyê hatine binçavkirin. Li aliyê din, li Edenê, rêvebirê HADEP'ê yê ßaxê bajarokê Kuçukdikiliyê Mehmet Benzer îddîa kir ku êßkence lê hatiye kirin. Benzer da zanîn, ku hin kesên xwe weke xebatkarên JITEMê dane naskirin, ew revandine, êßkence lêkirine û ew bi kußtinê tehdît kirine. Her wiha Benzer, serî li Komela Mafên Mirovan IHDê, ßaxê Edenê da û daxwaz kir ku ewlekariya jiyana wî were pêkanîn. [CTV75] Dayik, banga xwe ya ji bo aßtiyê didomînin Insiyatîfa Dayikên Aßtiyê yên Mersînê, doh daxuyaniyek dan û diyarkirin ku ew amadene êßa û azarên xwe di nava dilê xwe de binax bikin. Dayikan bang li dayikên Tirk kirin ku ji bo rawestandina ßer bi destê hevdu bigirin û gotin; afirandina aßtiyê ji ßer zehmetire. Dayikên aßtiyê di daxuyaniya xwe de wiha dibêjin; 'Kul û derdên hene, ne yek alîne û wiha nîßandan jî bê wijdaniyeke mezine.' 'Dardakirin ne çareseriye, em weke mirov li dijî dardakirinêne.' 'Dardakirina Abdullah Ocalan ji bo aßtî û biratiyê ti fêda xwe nîne, berovacî vê yekê em fikaran dikin ku gaveke wiha, li ser vê cogirafyayê di navbera gelan de dijminahiyeke dîrokî, kîn û nefretê bi cih bike.' [CTV76] Li Tirkiyê eleqeya ji bo pirtukên li ser PKK û Kurdan zêdetir dibe Li Tirkiyê, pißtî doza serokê gißtî yê PKK Abdullah Ocalan, eleqeya ji bo pirtukên li ser PKK û Kurdan zêdetir dibe. Ji pirtukên ku di rojevê dene, 2 jê, yên Abdullah Ocalan in û ji aliyê weßanxaneya Mem ve hatine weßandin. Pirtuka yekem ya Ocalan bi navê "Danezana çareseriya demokratîk ya pirsgirêka Kurd" û ya dûyem-jî bi navê "Di pirsgirêka Kurd de dudiliya çareserî û bêçareseriyê' hatine weßandin. Di van pirtûkan de parastina Ocalan ya di dema mehekemekirinê de û parêznama îlawe ya ku pißtî mutealayê pêßkêßî mehkemê kiribû cih digrin. Dîtinên Ocalan ên di warê komara demokratîk de mijarên bingehîn yên van her du pirtûkan in. Xwediyê weßanxaneya Mem, Tahir Filimci di der barê firotina van pirtûkan de ev agahî dan: bi taybetî li bajarên mezin yên Tirkiyê, weke Stenbol, Izmir, Edene û Enqere zêde têne firotin. Filimci da zanîn ku çapa yekem ya pirtukan qediyaye, û ew niha amadekariya çapa duyem dikin. Di vê navberê de pirtukeke din a di derbarê doza Ocalan de, ji aliyê weßanxaneya Aram ve ji bo çapê tê amadekirin. Naveroka vê pirtuka bi navê "Parastina doza Ocalan", ji parastina 350 rupelan pêk tê ku avukatên buroya huquqa sedsalê pêßkêßî DGMya Enqerê kiribûn. [CTV77] Lîderên partiyên li Baßûrê Kurdistanê, polîtîka Amerîka ya Iraqê naecibînin Pißtî serokê PDK Mesut Barzanî, sekreterê gißtî yê YNK Celal Talabanî-jî polîtîkaya Emerîka ya di derbarê Iraqê de rexne kir. Sekreterê gißtî yê yekîtî nißtîmanî Kurdistan Celal Talbanî daxûyaniyek taybetî da rojnama El Hayat ku bi zimanê erebî li Londonê tê weßandin. Talabanî got, polîtîka Amerîka ya li hemberî rejîma Bexdayê, muxalefeta Iraqê jar û bêxêr kiriye. Talabanî di der barê siyaseta Amerîka de wiha dipeyive: Ev, siyaseteke bêber û serneketî ye. Ji ber ku ev siyaset xwe naspêre muxalefeta Iraqê. Talabanî balê dikßîne ser xala qanûna rizgariya Îraqê, ya tê de hatiye diyarkirin ku malzemeyên buro û kirtasiyê wê ji muxalefta Iraqê re werin temînkirin û wiha dibêje: "Amerîka dixwaze bi mase û computeran me azad bike." Celal Talabanî herwiha li dijî rayedarê leßkerî yê amerîkî Antony Zini ku gotibû "Muxalefeta Iraqê wê nikaribe tißtekî bike, reaksiyonek tund nîßanda û wiha got: "ßehîdên muxalifên Iraqî, ji leßkerên Zînî zêdetir in." Serokê YNK di berdewama daxûyaniya xwe ya ji bo rojnama El Hayat de diyar kir ku rejîma Iraqê bi tenê maye, û îdîa kir ku bi desteka eßîretên ereb yên zarokên wan di nav artêßa îraqê de hene, bi hevkariya Kurd, sunî û ßîiyan, mumkune Sadam ji kar were xistin. Talabanî herwiha da zanîn ku gelek general û subayên ji artêßa Iraqê xwe spartine wan. Serokê PDK Barzanî-jî daxûyaniyek dabû heman rojnamê û gotibû Amerîka bi siyaseta xwe ya îroyîn wê nikaribe serokdewletê Iraqê Saddam Hussein ji desthilatdariyê bîne xwar. [CTV78] Di ßerê navbera gerîllayên ARGK'ê û leßkerên artêßa Tirk de 7 leßker hatin kußtin û 4 leßker jî birîndarbûn Buroya çapemeniyê ya ARGK'ê di derbarê ßer de ragihand ku pêr li navçeya Amed Licê, gerîllayên ARGK'ê panzerek rûxandine. Di panzera rûxandî de 7 leßker hatine kußtin û 4 leßker jî birîndar bûne. Buroya çapemeniyê diyarkir ku ji leßkerên kußtî yek jê subay û yekî din jî çawißekî pisporbûye. Her wiha hat diyarkirin ku di ßer de ji gerîllayên ARGK'ê ti kes ne hatiye kußtin. Li aliyê din, Buroya çapemeniyê ragihand ku gerîllayên ARGK'ê li navenda ßemzînanê, bi awayekî nepenî ketine girê Xido. Hêzên gerîlla doh êvarê, di dema guhertina nobedaran de êrîß birin ser girê Xido. Di daxuyaniyê de, li ser encamên çalakiyê agahî ne hatin dayîn. Li gorî çavkaniyên nûçeyan ên Tirk, di operasyonên li ßirnax, Amed, Batman, Colemerg, Mêrdîn û Wanê de operasyonên têne meßandin, di navbera leßker û gerîlla de ßer derdikevin. Buroya çapemeniyê ya ARGK'ê jî daxuya kirin ku li herêmê ßer heye, lê belê diyarkir ku weke tê îddîakirin, li Kerrboranê di rojên dawî de ti ßer neqewimîne. Li gorî agahiyan, artêßa Tirk ji bilî operasyonên li Kurdistanê, li çiyayên Amanosê jî operasyon berdewam dikin. [CTV79] Li navçeya Sêwaz Doganßarê li dijî ßantiyeya muduriyeta rêyên bejahî ya herêmê êrîßek hat li dar xistin Kesên ku êrîß birin ser ßantiyeyê, operatorekî makîneyan û nobetdarê ßantiyê kußtin û 3 makîneyên kar-jî ßewitandin. Li gorî çavkaniyên nûçeyên Tirk, li nêzî navçeya Doxanßarê doh di derengiya ßevê de komek kes hatin ßantiya muduriyeta herêmê ya rêyên bejahî. Van kesan operatorê makînê yê li wê derê Abdullah Aydin û nobetdarê ßantiyê Hamza Ece kußtin û pißtî ku 3 makîneyên kar jî ßewitandin ji cihê bûyerê dûr ketin. Pißtî bûyerê ji bo girtina kesên êrîß pêkanîne, li herêmê operasyoneke berfireh hate destpêkirin. [CTV80] Li Wanê, bombeyeke ku di pastexaneyekê de hatibû bicihkirin teqiya, di encama bûyerê de 11 kes birîndarbûn Di encama teqînê de pastexane kete rewßeke ku nayê bikaranîn û camên avahiya meclîsa belediya Wanê-jî ßikestin. Li gorî agahiyên hatine bi destxistin, li pastexane bi navê Portakal ya li nêzîkî avahiya meclîsa belediya Wanê, bombeyeke ku ji aliyê kesek yan-jî kesên nasnameya wan ne diyar ve hatibû bicihkirin, doh saet di derdora 21 û nîvan de teqiya. Çavkaniyên herêmî dan zanîn ku pastexane ya MHPiyan bûye û di encama teqînê de 11 kes birîndar bûne, lê belê tu kesî jiyana xwe ji dest nedaye. Kesên birîndar ji bo dermankirinê rakirine nexweßxaneya dewletê ya Wanê. Bombeya ku hate diyarkirin xwedî hêzeke mezin bûye, ji xeynî serûbinkirina pastexanê, bûye sedemê ßikandina camên avahiya meclîsa belediyê. Di vê navberê de, serokê belediya Wanê ßehabettin Ozarslaner li ser bûyerê daxuyaniyek da û got, ku avahiya belediyê ziyaneke mezin dîtiye. Rayedarên polêsan Wanê dan zanîn ku pißtî bûyerê hin kes kirine binçavan. Li navçeya Amed Licê, nißtecîhên gundê Tilî û yên mezra Goma Feyzo ku girêdayî vî gundî ye, dan xuyakirin ku gef li wan tê xwarin ji bo ku koç bikin Gundiyên ku ji bo gundê wan neyê valakirin ketine nava tevgerê, doh danê sibê çûn Licê û bi fermandarê Taburê Halil Deveci re hevdîtinek pêk anîn. Fermandarê Taburê Deveci ev bersiv da gundiyan; "Eger leßkeran gotibe gund vala bikin, hûnê vala bikin.." Li gorî agahiyên nûçegihanê me yê li herêmê; pißtî teqîna mayîna li nêzîkî Goma Feyzo hêzên leßkerî yên artêßa Tirk dest bi operasyonê kirin û dûre-jî avêtin ser vî gundî. Di dema girtina ser gundê Tillî yê ji 150 xaniyan û mezraya Goma Feyzo ku girêdayî vî gundî ye û ji 10 xaniyan pêk tê, hemû mal hatin kontrol kirin û gundî ji teqîna mayînê berpirsiyar hatin girtin. Gundiyan di derbarê mijarê de dan zanîn, leßkeran pißtî ku 20 gundiyên ji mezrayê ku di nava wan de 4 kesên 70 salî-jî hebûn, birin gundê Tilî, xortan li meydanê kom kirin û li wan xistin. Leßkeran diyar kir, pêwiste gundî di demeke kin de Licê terk bikin û wiha axivîn; "Eger hûn koç nekin, emê malên we bißewitînin". Pißtî van tehdîtan, hin gundiyan dest bi amadekariyên koçberiyê kirin. Li aliyê din, gundiyên ku naxwazin gundê wan were valakirin, serî vê sibê çûn Licê û bi fermandarê tabûrê Halil Deveci re hevdîtinek pêk anîn. Devecî ku gundî bi destekdayîna PKK û xiyaneta bi welêt re tewanbar kirin, wiha bersiv da; "Eger leßkeran gotibe valabikin, hûnê vala bikin." Endamên Egitim Senê yên tevlî merasîma cenazê Sema Alp bûn, di derbarê wan de lêpirsîn dan destpêkirinê. Li bajarê Elmanya Berlînê, li ber sefareta Israilê di xwepêßandana Kurdistaniyan de, sîxurên Israilê gullebarandibûn û di encamê de 4 Kurdistanî jiyana xwe ji dest dabûn, yek ji Kurdistaniyên jiyana xwe ji dest dabû, Sema Alpbû. Endamên Egitim Senê yên tevlî merasîma cenazê Sema Alp bûn, di derbarê wan de lêpirsîn dan destpêkirinê. Wezareta Perwerda Netewî ya dewleta Tirk, di derbarê 37 mamosteyên girêdayî Egitim Sena ßaxê Batmanê de lêpirsîn da destpêkirinê. Di çarçoweya lêpirsîna wezaretê de, her wiha birayê Sema Alp, ßûayb Alp jî heye. Li gorî lêpirsîna wezaretê, çûyîna taziyê sûce. Sema Alp, dema serokê gißtî yê PKK'ê Abdullah Ocalan ji Kênyayê hatibû revandin Tirkiyê, di xwepêßandana li ber sefareta Israilê ya li Berlînê de, di encama gullebarandina sîxurên Israilê de jiyana xwe ji dest dabû. [CTV81] Vê carê jî xwendekar û mamosteyên zanîngehan çalakiyeke rûnißîtinê pêkanîn Li îranê di roja pêncan ya xwepêßandanên xwendekaran de, Vê carê jî xwendekar û mamosteyên zanîngehan li mizgefteke derveyî kampusa zanîngeha Tehranê, çalakiyeke rûnißîtinê pêkanîn. Di dema çalakiya xwendekaran de ber bi hewayê ve teqandina çekekê, bû sedema panîkeke mezin. Kesên li cihê çalakiyê dan zanîn ku nayê zanîn ka kê çek teqandiye û di bûyerê de kesî jiyana xwe winda nekiriye. Ajansa nûçeyan IRNA ragihand, ku rektorê zanîngeha Teheranê Dr. Mahsur Helili Iraki bang li xwendekaran kir ku bi aram bin û helwesta hêjayî xwendekariyê nîßan bidin. Li aliyê din, hate zanîn, ku bi sedan xwendekarî li Tehranê li ber avahiya ajansa IRNAyê ya rê li trafîkê asêkirine, û bi sloganan ji ajansê xwestine ku pißtgiriyê bide wan. Di vê navberê de, Konseya bilind ya ewlekariya neteweya Îranê doh êvarê daxuyaniya xwe ya sêyemîn belavkir. Konseyê di daxuyaniya xwe de, spasiya xwe pêßkêßî xwendekaran kir ji ber ku ew di meßên doh de 'li gorî zagonan tevgeriyane' ti bûyer dernexistine û di xwepêßandanan de firsend nedane tevdan û provokasyonên oportonistan. Konseyê herwiha da zanîn ku pêwiste beriya lidarxistina xwepêßandanan, ji wezareta karê hundir destûr were xwestin. Sekreteriya Konseyê diyar kir ku di der barê bûyerên çar rojên dawî de wê lêkolîn were kirin û raya gißtî ji encam lêkolînê were agahdarkirin. Li aliyê din, konserya serokatiya Hizbollahê doh di belavokekê de, girtina rojnameya rojana Selam û êrîßa hêzên ewlekariyê yên li kampûsa zanîngeha Tehranê, ßermazarkir. Bi armanca protestokirina girtina rojnama Selamê û ßermezarkirina biryara meclîsê ya li dijî azadiya çapemeniyê, xwendekarên zanîngehan li Îranê ji heftiya derbasbûyî ve xwepêßandanan li dar dixin. [CTV82] Îro karker û karmendan li meydana Kizilay ya Enqerê civiyan Sendikayên girêdayî KESK, DISK û Turk-îßê, pêßniyazqanûna reforma ewlekariya civakî û ji sedî 20 zêdekirina heqdestên karmendan bi xwepêßandanan ßermezarkirin. Di xwepêßandanên protestoyî de, endamên sendikayan diyar kirin, ku hukumet dijminê kedkaran e û terora aborî li hember xebatkaran dimeßîne û daxwazkirin ku li gorî jiyana mirovahiyê heqdestê wan were zêdekirin. Îro saet di 12 û 45"an de karker û karmendan li meydana Kizilay ya Enqerê civiyan. Xwepêßandêran bi çepikan û sloganên weke "Em li gorê, teqawutbûyînê naxwazin, ne sereqe lê em bazariya gißtî dixwazin, Karker û karmend dest bi greva gißtî bikin, qanûna xwe bigre li serê xwe bixe, êdî gotin neman-dora çalakiyê ye" avêtin û trafika kolanê xetimandin. Tê gotin, polêsên Enqerê li dora 3 hezar xwepêßandêran tedbîrên berfireh yên ewlekariyê wergirtin, ketina karmend û karkeran ya ji bo meydanê asteng kir, lê bi awayekî tund mudaxelleyî xwepêßandêran nekirin. Berdevkê demê yê platforma sendikayên karmendên dewletê yê ßaxê Enqerê ahmet Ersun Genç li vê derê axaftinek kir û got hukumet sozên ku di dema hilbijartinan de dane ji bîr kirine, li gor dîrektîfên IMF ji sedî 20 heqdestan zêdekiriye û pêwîstî bi qanûnek ewlekariya sosyalî ya sîgorkirina betalî û nexebitandina karkerên qaçax heye. Pißtî axaftinan, karker û karmendan pankartên xwe kom kirin û bi çepikan meydana çalakiyê valakirin. li aliyê din, grubek endamên KESKê-jî li Izmîrê li meydana Konaxê kom bûn û ji sedî 20 zêdekirina heqdest û bilindkirina temenê teqawutbûyînê ya di çarçoveya reforma ewlekariya sosyalî de protesto kirin. Berdevkê demê yê KESKê Mevlut Ulgen di axaftina xwe ya li vê meydanê de zêdekirina ji sedî 20 ya heqdestan rexne kir. Mevlut herwiha da zanîn, li gel ji bo debara malbatekî, pêwîstî bi 320 milyon lîre heye, lê tevlî zêdekirina heqdestan wê karker û karmend karibin tenê 132 milyon maaß bistînin. Berdevkê KESKê Ulgen got, ka karmend û karker bi vî maaßî wê çawa debara xwe bikin. Di vê xwepêßandanê de-jî polêsan tedbirên berfireh yên ewlekariyê wergirtibûn, lê ev çalakî bêî ku ti bûyerên neyînî biqewimin, bi dawî bû. Konseya Serokan a Turk-ißê, ji bo li dijberî qanûna ewlekariya civakî, di ßemiya 24 Tîrmehê de li Enqerê mîtingekê li dar bixe, biryar wergirt. Serokê Gißtî yê Turk-Ißê Bayram Meral, birayarên di civînê de hatibûn wergirtin diyarkir û got: konseya serokan biryara çalakiyên bê navber wergirtiye. Her wiha Meral, diyarkir ku ewê di 14'ê Tîrmehê de, bi konfederasyonên din ên karker û karmendan re hevdîtinê pêk bînin û ji bo xebat were meßandin, wê komîteyeke çalakiyê saz bikin. [CTV83] Rojnameyên Tirkiyê, Hurriyet û Yeni Yuzyil tazmînatê mehkûm bûn Rojnameyên Tirkiyê, Hurriyet û Yeni Yuzyil ji ber ku heqaret li rêvebirên Komela Mafên Mirovan kiribûn, bi dayîna tazmînatê mehkûm bûn. Rojnama Hurriyetê, di derbarê kußtina Erdal Aksu de ku roja 29 Cotmehê sala 1998"an balafira Tirk ku ji Edenê diçû Enqerê revandibû, gotina cîgirê serokê gißtî yê komela mafên mirovan Osman Baydemir ya "Pêwiste bi saxi bihate girtin" weke manßet weßandibû. Li dozê ku li ser gilliyê Baydemir hate vekirin, Dadgeha Huquqa asliye ya Enqerê, rojnama Hurriyet bi sedema ku heqaret li mafên kesayetiya Baydemir kiriye, bi tazmînat-dayîna 500 milyon lirayê Tirk mahkum kir. Rojnameya Yenîyuzyil jî ji ber ku nivîskarê rojnamê Yagmur Atsiz di hejmara rojnamê ya 21ê mijdara 98an de di quncika xwe de serokê gißtî yê berê yê komela mafên mirovan Akin Birdal weke "xayîn" bi nav kiribû, ji aliyê dadgeha huquqa asliye ya Enqerê ve, bi tazmînat-dayîna 300 milyon lirayê Tirk mahkum kir. [CTV84] Tirkiye, hewl dide, bi kirrîna 145 helîkopterên êrîßê yên di buhaya 4 milyar dolarî de bikeve salên 2 hezarî Li gorî agahiyên ji çavkaniyên parastinê hatine wergirtin; ßîrketa ku wê bi Tirkiyê re 145 helîkopterên êrîßê hilberîne, di 15 Sibata sala 2 hezarî de bi awayekî fermî diyar bibe. ßîrketên ji bo vê yekê namzetin, ßîrketên bi nav û deng ên Emerîka, Elman, Rûs û Italîne. Welatê namzet ê ji bo vê yekê were hilbijartin, di çarçoweya peymanê de heta balafira yekem di sala 2 hezar yekê de bifire, wê ji bo pêdiviyên lezgîn ên Tirkiyê 10 helîkopteran bi kirê teslîmî Tirkiyê bike. Li aliyê din, li gorî îddîayeke din, wê Tirkiye karibe hilberîna 145 helîkopteran, bide 3 ßîrketên cuda. Tirkiye, hewl dide, bi kirrîna 145 helîkopterên êrîßê yên di buhaya 4 milyar dolarî de bikeve salên 2 hezarî... Li gorî agahiyên ji çavkaniyên parastinê hatine wergirtin; ßîrketa ku wê bi Tirkiyê re 145 helîkopterên êrîßê hilberîne, di 15 Sibata sala 2 hezarî de bi awayekî fermî diyar bibe. ßîrketên ji bo vê yekê namzetin, ßîrketên bi nav û deng ên Emerîka, Elman, Rûs û Italîne. Welatê namzet ê ji bo vê yekê were hilbijartin, di çarçoweya peymanê de heta balafira yekem di sala 2 hezar yekê de bifire, wê ji bo pêdiviyên lezgîn ên Tirkiyê 10 helîkopteran bi kirê teslîmî Tirkiyê bike. Li aliyê din, li gorî îddîayeke din, wê Tirkiye karibe hilberîna 145 helîkopteran, bide 3 ßîrketên cuda. [CTV85] The Daily Telegraph; "Tirk di pirsgirêka Qibrisê de dest davêjin çekan" Ji bo pirsgirêka Qibrisê hewldanên çareseriyê berdewam dikin, lê serokwezîrê Tirk Bulent Ecevit da xuyakirin, ku ewê paßve gav navêjin. Ecevit di reportaja xwe ya rojnameya ßngliz The Daily Telegraph de dibêje; "Bakurê Qibrisê ji bo ewlekariya Tirkiyê bûye hîmekî bingehîn. Serokwezîrê Tirk îddîa kir, ku pirsgirêkên Tirkên li Qibrisê û Kurdên li Tirkiyê ne wek hev in. Rojnama Inglizî di reportajekê de sernivîsa; Helwesta serokwezîrê Tirk ya nelihevkirinê" bikaraniye. Di Sernivîsa nûçeyê de tê gotin; "Tirk di pirsgirêka Qibrisê de dest davêjin çekan". Qibris beriya 25 salan weke îro ji aliyê artêßa Tirk ve hatibû dagirkirin û ji ber wateya vê rojê, Ecevit têza Enqerê ya ku pirr tê naskirin, careke din dûbare kir û got, divê li giravê hebûna 2 dewletan were qebul kirin. Nûçevanê rojnama The Daily Telegraph di reportajê de armancên ji bo lihevkirinê yên ku di civîna G-8"an ya meha Hezîrana derbasbûyî de hatibû rojevê, bi bîrxist û ji Ecevît ev pirs kir. "Bêguman, hûnê hin tawizan bidin raya gißtî ya navnetewî, newisaß Lê Ecevît got tawizek bi vî rengî ti car nadin û hevdîtinên yekîtiya Ewropa yên ji bo endamtiya Qibrisê-jî girêdayî destura Tirkiyê ye. Ecevit herwiha pirsa di derbarê Kurdan de-jî bersivand û got: rewßa Tirkên li Qibrisê û Kurdên li Tirkiyê ne wek heve û ti girêdana wan bi hev re tuneye. Nûçegihanê The Daily Telegraph di derbarê cezayê idamê yê serokê gißtî yê PKK Abdullah Ocalan de-jî dibêje, dibe ku Ecevit li hember vî cezayî be, lê nayê wê manê ku ewê televizyona Kurdan bide wan. [CTV86] Pirsgirêka Keßmir niha-jî tê çareser kirin Pirsgirêka Keßmir ku Hindistan û Pakistan anî ber ßerekî nukleerî, niha-jî tê çareser kirin. Rayedarên Pakistanî dan zanîn, mucahid li gorî peymanê destpêkirin xwe ji axa eyaleta Hindistan Cammu-Keßmir paßve dikßînin. Wezîrê karê derve yê Pakistan Sertaç Aziz diyar kir, pißtî ku mucahid ji Keßmirê paßve dikßin û Hindistan dawî li operasyona li eyaleta Cammu Keßmirê anî, ßerê di navbera herdû aliyan de bi peymanekê bidawî bû. Sertaç Aziz doh li paytext Islamabad di civînek çapemeniyê de da zanîn ku rayedarên herdû welatan li civîna li herêma sînor Vagah ku nêzîkî bajarê Lahor e lihev kirine. Rayedarê leßkerî Raßid Kureyßi-jî di civîna çapemeniyê de ku li paytext hate pêkanîn, diyar kir dema hêzên çekdar xwe ji xetên eniyê paßvekißandin, peyman pêk hatiye. Lê belê, di vê navberê de, Konseya mucahidên Yekbûyî ku ji 15 gruban pêk tê û ji 10 salan û vir ve ji bo serxwebûna Cammu-Keßmir ßer dike, heta niha ti daxûyanî nedaye ka ewê li gorî peymanê tevbigere an na. Konseya mucahidan beriya niha dabûn xuyakirin ku ewê têkoßîna xwe bidomînin. Di peymana heyetên bilind yên Hindistanû Pakistanê de biryar hate wergirtin ku xeta agirbestê ya neteweyên yekbûyî ya ku di sala 1972yan de Cammu Keßmîr û Keßmîra Pakîstanê ji hev veqetandibû, li aliyê Pakistanê bimîne. Rayedarên Hindistanê diyar kirin, bi peymana vekißîna ji eniya ßer nayê wateya "peymana agirbesteke fermî." Pißtî ku Pakistan û Hindistan di sala 1947"an de ji bin dagerkeriya Ingiltere derketin û serxwebûna xwe bidest xistin, di pey re di navbera vanher du welatan de sê ßerên mezin derketin û ji van 3 ßeran 2 jê ji ber pirsgirêka Keßmîrê qewimîn. [CTV87] Barak û Arafat di nava vê hefteyê de wê biçin Emerîka Serokwezîrê nû yê Israilê Ehud Barak û serokê rêvebiriya otonom ya filistinî Yaser Arafat civînek erênî pêk anîn û di nava vê hefteyê de wê biçin Emerîka. Serokwezîrê Israil û serokê rêvebiriya otonom ya Filistinê wê bi serokê Emerîka Bill Clinton re werin cem hev û mijara zîndekirina hevdîtinên aßtiyê gotûbêj bikin. Hate ragihandin, Barak û Arafat di roja Pênçßema pêßiya me de wê biçin Emerîka. Li Emerîka, Bill Clinton, Ehud Barak û Yasar Arafat li gor xalên peymana Wye Plantation ku par li bajarê Maryland di navbera Filistin û Israilê de hatibû imze kirin, civînek lidardixin. Armanca vê civînê, zindîkirina hevdîtinên aßtiyê yên di navbera Israil û Filistinê deye. Herwiha xala herî girîng ya di hevdîtinên Filistin û Israilê de, avakirina wargehên cihûyan yên li herêma Filistiniyan e. Di civînê de, aliyê filistinê ji bo rawestandina avakirina wargehên cihûyan pêßniyazek bîne rojevê. Rayedarekî filistinî ku naxwaze navê wî eßkere bibe, di derbarê zirveyê de daxuyakirin, pißtî ku ehud Barak ji emerîka vegere, wê li gor peymana Wye Plantation tevbigere. Rayedarê Filistinî herwiha dibêje, di hevdîtina dûyemîn de, herdû alî wê detayên bicîhanîna peymanê gotûbêj bikin. Serokwezîrê Israilê Ehud Barak û serokê rêvebiriya otonom ya Filistinî Yasar Arafat doh li deriyê sînorê ßerîda Gazza hatibûn cem hev. Arafat di hevdîtinê de ji Israilê daxwazkiribû, ku avakirina wargehên cihûyan divê raweste û Israil berpirsyariyên xwe yên peymana Wye Plantation bi cîh bîne. Ehud Barak-jî diyar kir ji bo aßtî pêk were, bi helwestên bawerî û hevkariyê ewê karibin hemû astengiyan ji holê rakin. Barak di derbarê avakirina wargehên cihûyan de soz da û got: emê wargehên nû ava nekin, lê yên ku hatine avakirin û nîvco mane, emê nikaribin di vê pêvajoyê de ji holê rakin. Di sala 1991ê de, li Madridê konferansek dîrokî ya ji bo aßtiya Rojhilata Navîn, Israil û Filistinê destpêkiribû, û bi peymana aßtiyê ya Oslo, Washington, Kahire berdewam kiribû. Beriya salek û niv-jî bi navbeynkariya Emerîka, peymana way Plantation hatibû imze kirin. [CTV88] Li Cezayîrê pißtî meclîsê, senatoyê jî dengê erê da plana 'Aßtiya Sivîl' Li Cezayîrê pißtî meclîsê, senatoyê jî dengê erê da plana 'Aßtiya Sivîl' ya ku tê hêvîkirin ku di dawîanîna ßerê navxweyî de bitesîr be. Senatoya cezaîrê ya tê de 150 kursî hene, bi 131 dengan Plana aßtiya sivîl ya serok dewletê Cezaîrê Abdulezîr Buteflîka qebûl kir. Li gorî vê plana aßtiyê wê mîlîtanên oldar yên dev ji çekan berdin, werin efûkirin. Di dengdanê de, 5 kesan dengên bêalî bikaranîn, tu endamê senatoyê dengê na bikarnanî. Rayedaran diyarkirin ku qanûna efûyê wê di qonaxa dawî de pêßkêßî referandumê were kirin û hatiye plankirin ku referandum beriya dawiya meha îlonê were lidarxistin. Li Cezayîr di hilbijartinên gißtî yên meha Nîsanê de, Abdulaziz Buteflika weke serok dewlet hatibû hilbijartin û ji wê demê û vir ve hewld dide ku li welêt aßtiyê pêk bîne. Piraniya mezin ya siyasetmedarên Cezyarî bi çavekî baß li vê projeyê dinêrin û bawer dikin ku bi vê pêßniyaz-biryarê re ßerê ku ev 7 sal in li welêt didome, wê cihê xwe bide aßtiyê. Di hilbijartinên gißtî yên sala 1992an meha Çile de, Eniya Îslamî Selamet di tûra duyemîn de biserketibû, lê belê artêßê ku li ser desthilatdariyê bû, hilbijartin betal kiribûn. ê li ser vê helwesta artêßê, ßerê navxweyî li Cezayîrê destpêkiribû. Di vî ßerê navxweyî yê 7 sal û nîvan de tê texmînkirin ku li cezaîrê li derdora 80 û 100 hezar kesî jiyana xwe ji dest daye. [CTV89] Li Irlanda Bakur, îro dîsa yek ji rojên herî aloz bû Ji ber meßa kevneßop ya protestanan Orange, hat tirsîn ku di navbera protestan û katolikan de ßer derbikeve. Li ser rêya meßê polêsan tedbirên ewlekariyê yên berfireh wergirtin. Li gor peymana aßtiyê ya di navbera hukumetên Ingilistan û Irlanda Bakur de hatibû imzekirin, pêvajoya qebulkirin û bicîhanîna xalên vê planê ya herdû aliyan roja pênçßemê bi dawî dibe. Berî 300 salan kralê sêyemîn William bi serketibû û salvegerê vê serkeftinê tê pîrozkirin. Endamên vê baweriyê gotubêj dikin, ku ewê çawa di kolanên katolîkan yên li baßûrê Belfastê re derbas bibin. Li herêma Katolikan, li rêya Ormeau ji bo pêßî li bûyeran were girtin polêsên herêmê tedbirên berfireh girtin. Di vê navberê de, li Irlanda Bakur ji bo bicîhanîna xalên peymana aßtiyê, pêßniyazên Ingilistan û Irlanda, divê David Trimble heta roja pênçßemê nûnerên sazkirina kabîneyê eßkere bike. Di nav nûnerên kabînê de 2 endamên Sinn Fein-jî hene. Ger ev yek pêk were, li gor planê kabîne di 18ê Tirmehê de dest bi wezîfê bike û herwiha peyderpey IRA-jî dev ji çekên xwe berde. Lê belê, herdû aliyan-jî bi gißtî bawerî bi hev neanîne. Sinn Fein dibêje, ew nikare li ser navê IRAyê soz bide. [CTV90] Sûriyê derbasbûna balafirên Rêyên Hewayî yên Balkanan ßîrketê di balafirgeha ßamê re qedexe kir Li Bulgaristanê, pißtî ku ßîrketên rêyên hewayî hatin taybetîkirin û ji sedî 75 ji aliyê Israilê ve hat kirrîn, Sûriyê derbasbûna balafirên vê ßîrketê di balafirgeha ßamê re qedexe kir. Rayedarekî wezareta çûyîn û hatinê ya Sûriyê di derbarê mijarê de daxuyakirin ku Rêyên Hewayî yên Balkanan, ji ber ku qanûnên Sûriyê binpêkiriye, ji 8'ê Tîrmehê û virve, firîna balafirên vê ßîrketê di ser ßamê re hatine qedexekirin û têkilî pêre hatine birrîn. Rayedarekî ji wezareta karê derve ya Sûriyê jî da xuyakirin ku ßîrketa rêyên hewayî ya Bulgaristanê, di serê vê mehê de piraniya hisseyên xwe firotine ßîrketa Israil Zeeviyê, lewma peymanên bi Sûriyê re hatibûn kirin, li gorî destûra bingehîn a Sûriyê hatine binpêkirin. ßîrketa Zeevi, piraniya hisseyên rêya hewayî ya Balkanan bi 150 hezar dolarî kiriye û her wiha soz daye ku di 5 salên pêß de 100 milyon dolarî razîne vê ßîrketê. [CTV91] Biryargeha Navendî ya Artêßa Rizgariya Gelê Kurdistan ARGK'ê da xuyakirin ku ji îro û pêve, heta fermaneke duyemîn, hemû çalakiyên fedaiyane, hatine rawestandin. Biryargeha Navendî diyarkir ku wê hêzên gerîlla jî nekevin nava tevgereke leßkerî, lê wê rewßa xwe ya parastinê bidomînin. Artêßa Rizgariya Gelê Kurdistan ARGK'ê diyarkir ku ew li dijî çalakiyên li hemberî sivîlane û ji bo çalakiyên bi vî rengî neyên lidarxistin, ewê hewl bidin. Biryargeha Navendî ya ARGK'ê, bi gotina destpêkê ya; ji hemû heval, ßervan, fermandar û Yekîneyên ARGK'ê re, daxuyaniyek da û pêvajoya pißtî biryara dardakirina serokê gißtî yê PKK'ê Abdullah Ocalan, nirxand. Di daxuyaniyê de tê gotin; pißtî biryara dardakirinê çalakiyên gerîlla nazikiya mijarê li ber çavê hemû dunyayê raxistiye û hêzên gerîlla wê rewßa xwe ya parastinê berdewam bikin. Daxuyanî wiha berdewam dike; 'Li gorî daxuyaniya Konseya Serokatiya me ku di 6 Gulana sala 1999an de kiribû, wê ti tevgerên leßkerî neyên kirin.' 'Ji vî mêjûyê û pêve, heta fermaneke duyemîn, wê çalakiyên fedaiyane neyêne kirin, ji bo hin êrîßên ji aliyê hin derdoran ve li hemberî sivîlan têne kirin, were rawestandin, wê hewl were dayîn.' Biryargeha Navendî di dawiya daxuyaniya xwe de bang li fermandarên gerîlla û ßervanan kir; 'Di vê pêvajoya nazik de, divê ti bûyerên zirarê bide têkoßîna me pêk neyên û ji bo vê jî gelekî hißyarbin.' [CTV92] Rêvebirên HADEPê, dema serokê gißtî yê PKKê Abdullah Ocalan Rêvebirên HADEPê, dema serokê gißtî yê PKKê Abdullah Ocalan li îtalyayê bû û ji bo ku nedin Tirkiyê bi armaca protestokirinê daxuyanî dabûn çapemeniyê û bidestpêkirina girevên birçîbûnê dihatin tewambarkirin Rêvebirên HADEPê, dema serokê gißtî yê PKKê Abdullah Ocalan li îtalyayê bû û ji bo ku nedin Tirkiyê bi armaca protestokirinê daxuyanî dabûn çapemeniyê û bidestpêkirina girevên birçîbûnê dihatin tewambarkirin. HADEPiyên ku ji ber vê yekê dihatin tewambarkirin û heta niha girtîbûn doh serbest hatin berdan. Me di derbarê serbest berdana serokê gißtî yê HADEPê Murat Bozlak û 16 rêvebirên HADEPê de, bi cigirê serokê HADEPê Bahattin Gunel re bi rêya telefonê têkilî danî. Bahattin Gunel diyarkir, di vê pêvajoyê de ku pêwistî bi aßtiyê heye, serbestkirina wan pirr girînge û got: 'em hêvî dikin, ku ev biryar ji bo aßtiyeke bi rûmet hatibe girtin. Cigirê serokê HADEPê Bahattin Gunel diyarkir, ji ber ku ew aßtiyê diparêzin, hatine girtin. Di girtina wan de ti delîlek bingehîn ya huqûqî tineye, bi gißtî di encama biryarên siyasî de, hatine girtin. Gunel herwiha da zanîn, ku li Tirkiyê pêwistî bi aßtiyeke birûmet heye û hêvî dikin ku di çarçoveya pêngava ji bo aßtiyeke birûmet de, biryara serberstberdana wan hatiye wergirtin. Cigirê serokê gißtî yê HADEPê daxwazkir, pêngava ku di derbarê serbestberdana wan de hatiye avêtin, weke pißtgiriya rayedarên desthilat û yên saziyên dewletê ya di çarçoveya xizmeta aßtiyê de were nirxandin. Di derbarê cezayê dardakirina ya serokê gißtî yê PKKê Abdullah Ocalan de-jî, Gunel got, partiya me li hemberî îdamê ye. Bahattin Gunel herwiha di derbarê qanûna poßmanî efûya bi sînor ya siyasî de wiha got: 'efûyek bi sînor û qanûna poßmaniyê ti tesîrên erênî li ser aßtiya civakê nake, li Tirkiyê tenê efûyeke gißtî dikare aßtiyê pêk bîne. [CTV93] Îro 10;mîn salvegera kußtina Sekreterê Gißtî yê Partiya Demokrata Kurdistana Iranê doktor Abdurrahman Qasimlo ye... Qasimlo, di 13'ê Tîrmeha sala 1989'an de, li paytexta Awistirya Wîyanayê, dema bi rayedarên Iranê re hevdîtin pêk dianî, tevî 2 hevalên xwe bûn hedefa êrîßeke çekdarî. Ji êrîßa ku Qasimlo tê de jiyana xwe winda kir, dewleta Iranê berpirsiyar tê girtin. Dema Qazî Muhammed komara Mahabadê sazkir, Abdurrahman Qasimlo hîna xwendekarekî ciwan bû. Pißtî hilweßîna komara Mahabadê, Qasimlo ji bo xwendina xwe ya nîvcomayî, berdewam bike, çû Fransayê. Qasimlo ji ber ku di bin bandora dîtinên çep de bû, di nava partiya TUDEH'ê de cih girt. Qasimlo, di serhildana sala 1961'an a Baßûrê Kurdistanê de, partî demokratî Kurdistanî Iran ji bin bandora Barzanî rizgar kir û ew weke partiyeke serbixwe îlan kir. Qasimlo di sala 1971'an de weke sekreterê gißtî yê PDK iranê hate hilbijartin. ê pißtî ßoreßa Iranê ya di sala 1979'an de vegeriya Rojhilatê Kurdistanê. Ji ber ku taybetiyên xwe yên pêßverû û rewßenbîrî, Qasimlo bi rêveberên klasîk yên IKDP'ê re di warê lihevkirinê de gelekî zehmetî dît. PDK-I'nê ku Qasimlo serokatiya wê dikir, di heman demê de bû endamê ßûraya Muqawemeta Netewî ya ku Rêxistina Mucahîdinê Xelk pêßengiya wê dikir. Lê belê vê endametiyê pir dewam nekir, PDK-I'nê di demeke kin de xwe ji endametiya ßûrayê paßve kißand. Qasimlo dixwest pirsa Kurd bi rêyên siyasî were çareserkirin, lewma di serê sala 1980'ê de bi Komara Islamî ya Iranê re dest bi hevdîtinan kir. Ji hevdîtinan ti encam derneket, li ser vê yekê artêßa Iranê Rojhilatê Kurdistanê dagirkir û rayedarên payebilind ên PDK-I'nê derketin derveyî welat. Qasimlo li derveyî welêt jî baweriya xwe ya ji bo çareseriya pirsa Kurd bi rêyên siyasî wenda nekir û di 13 Tîrmeha sala 1989'an de li paytexta Awistirya Wiyanayê, dema bi rayedarên Iranê re hevdîtin pêk dianî, ew, nûnerê partiya wî yê Ewrûpa Abdullah Qadirî û Doktor Fazil bûn hedefa êrîßeke çekdarî û di encamê her sêyan jî jiyana xwe ji dest dan. Partiya Demokratî Kurdistan ya Îranê ji vê êrîßê rejîma Tehran berpirsiyar girt. [CTV94] Sekreterê Gißtî yê Partî Demokratî Kurdistanî Iran doxtor Abdurrahman Qasimlo, di 10;mîn salvegera kußtina xwe de li ser gora xwe hat bi bîr anîn Qasimlo li ser gora xwe ya li paytexta Fransa Parêsê, li goristana Per Laßez hat bi bîr anîn. Ji bilî rêvebirên Partî Demokratî Kurdistanî Iran, ji Kongreya Netewî ya Kurdistan KNK'ê Ezîz Mamlê û Yusuf Erdelan, ji parlementoya Kurdistanê li derveyî Welat PKDW'ê Alî Yigit û nûnerekî YNK'ê, bi sedan Kurdistanî tevlî merasîma bîr anînê bûn. Heyet saet di 12an de çû goristanê û bi danîna destguleke ser gora Qasimlo û deqeyeke rêzgirtina ji hemû ßehîdên Kurdistanê re dest bi merasîê kirin. [CTV95] Kurdistaniyên ku li gelek welatên cihanê dijîn, çalakiyên... Kurdistaniyên ku li gelek welatên cihanê dijîn, çalakiyên xwe yên demokratîk yên ji bo serokê gißtî yê PKKê Abdullah Ocalan berdewam dikin Di çalakiyên li Ermenistanê, Kanada, Îtalyayê û Fransayê de 'ji bo Ocalan azadî û ji Kurdistanê re aßtî' hate xwestin. Li paytexta Ermenîstan Erîwanê, kampanya 'Komiteya ji bo Ocalan azadî' 'ji bo dardakirinê 'na' bi çalakiyên curbecur berdewam dike. Komite di kampanya xwe de heta niha derdora 100 hezar îmze komkirine û di serê vê hefteyê de partiyên siyasî û hin saziyên li Ermenîstanê ziyaretkirin. Herwiha Komite di rojên derbasbûyî de bi rayedarên partiya Taßnak ya Ermenîstan, Partiya Komunist û Tevgera Bangê ya Ermenîstan re hevdîtin pêkanî, îro-jî bi serokê Tevgera Azadiya Kedkarên Ermenîstanê Mirzaxaniyan re hatin cem hev. Mirzaxaniyan got eger Tirkiye Ocalan fêm neke wê pirr tißtan wenda bike. Di vê navberê de, nûneriya ERNKê ya Kafkasiyan-jî bi armanca bibîranîna ßehîdên 14 Tîrmehê û girêdana bi Ocalan re ji 10 Tîrmehê û vir ve li gundên Kurda civînan pêktîne. Doh êvarê li bajarê Kanada Hemiltin di ßeva Yekitî Nißtîmanî Kurdistan YNKê de, posterên Ocalan hatin hilgirtin. Di ßevê de, komela Kurd ya li Toronto-jî hatbû vexwendin û tê gotin bi qasî 300 Kurdistanî beßdar bûbûn. Herwiha di mesajan de daxwazên weke ji bo Ocalan azadî ji Kurdistanê re aßtî hatin ziman. Li aliyê din, doh li bajarê Îtalya Mîlano-jî çalakiyek pêk hat. Çalakî li ber avahiya dêra Domê pêk hat û bi qasî sed îtalî û Kurd beßdar bûn. Li bajarên Îtalya Roma û Frenze-jî ji aliyê Îtaliyan ve semînerên ji bo Ocalan azadî û çareseriya pirsgirîka Kurd hatin lidarxistin. Li bajarê Swîssre Basel-jî li ser banga Partiya Karkerên Jin yên Kurdistanê, PJKK çalakiyek pêk hat. Çalakî li meydana Klara hate lidarxistin û qasî 300 Kurdistanî beßdarbûn. Di vê navberê de, gireva birçîbûna ya li bajarê Fransa Marsilyayê-jî keta roja 9an. [CTV96] Sazî û kesayetên Kurdistanî, helwesta Almanya ya li dijî Kurdan, ßermezar kirin Rojnama Ozgur Polîtîka ku li almanya tê weßandin, di hêjmara xwe ya doh de, nûçeya "Elmanya cahßîtiyê ferz dike" weke manßet da. Pißtî ku ev nûçe hat weßandin, Kurdistaniyan, li hemberî helwesta Elmanya nerazîbûna xwe diyarkirin. Endamê konseya serokatiya kongra netewî ya Kurdistan û nûnerê PKK Abdurrahman Çadirci, serokê huquqnasên Kurdistan Yaßar Ertaß û ji partiya Keskan ya Alman yekîtî/90 -endamê parlamentoya eyaleta Berlinê Riza Baran bi daxûyaniyên xwe yên cûda, ji Almanya daxwazkirin ku dawî li êrîßên li dijî Kurdan bînin. Endamên Konseya serokatiya KNK Çadirci bi daxûyaniyekî, kiryarên polêsên Alman, weke ßerê taybetî yê ku dewleta Tirk li dijî Kurdan dimeßîne xwe dirêjî Ewropayê kiriye, nirxand. Çadirci wiha got: Di zemînê almanya de, bi awayên adî hewl tê dayîn ku zorê li mirovan bikin da ku bi polêsan re ve bikevin nav hevkariyê û bibin sîxur. Eger ev kirin, encama siyaseta dewletê be ( em hêvî dikin ku ne siyaseta dewletê ye), pêwiste were diyarkirin, na eger ev pêkanîn yên helwesta hin yekîne yên ßexsî yên dewletê bin, pêwiste, bi lezgînî dewleta alman dest deyne ser van pêkanînan. Serokê YHK Ertaß-jî daxûya kirin, dewleta Alman li dijî maxdurên ßer yên Kurdistanî kiryarên kêfî dimeßîne, û cesaretê dide dewleta Tirk ku Kurdan înkar dike. Ertaß bang li wezîrê karê hundir yê almanya Otto Schily kir ku di derbarê kiryarên li derveyî huquqê derhal daxûyaniyekê bide. Endamê parlamentoya eyaleta Berlinê Riza Baran-jî; Polîtîka Almanya ya li dijî Kurdan, weke berdewama siyaseta Tirkiyê ku li dijî Kurdan polîtîka "An hez bike an-jî derkeve" nirxand. Baran bal kißand ku ev cureyên zextê di van demên dawî de zêdetir bûne û da zanîn ku ewê di derbarê vê mijarê de, ji wezareta karê hundir ya almanya re, nameyek protestoyî bißîne. [CTV97] Li zozanên Zorkûn ê Osmaniyê, di navbera gerîllayên ARGK'ê û leßkerên artêßa Tirk de ßer derket Di encama ßer de çawißekî pispor birîndarbû. Li gorî çavkaniyên nûçeyan ên Tirk; Yekîneyên artêßa Tirk ku li çiyayên Amanosê, li hemberî gerîllayên ARGK'ê operasyon dane destpêkirinê, îro danê sibê bi gerîllayên ARGK'ê re ketin nava ßer. Li zozanên Zorkûn, li derdora Xaçbel ßer di navbera leßkerên Tirk û gerîllayên ARGK'ê de derket. Di encama vî ßerî de çawißê pispor ê fermandariya cenderme yê Osmaniyê Mistefa ßahîn birîndarbû. Çawißê pispor ê birîndar rakirin nexweßxaneya Osmaniyê ya dewletê. Li vê nexweßxaneyê, pißtî nertina destpêkê, ßahîn rakirin nexweßxaneya Fakulteya Tibê ya Çûkorovayê. Rayedarên Tirk diyarkirin ku operasyonên li herêmê hê jî berdewam dikin. [CTV98] Daristanên li bejayiya navçeya Sêrt Eruhê, hatin ßewitandin Hate îddîa kirin, leßker û cahßan agir berdane qada daristanî ya Qalemße û Çirava Eruhê û bax û bostanên gundê Torîk. Li Eruhê, daristan, bax û bostanên li bejayiya gundên Qalendero, ßîrîko, Kanika û Peres roja Dußemê ji aliyê leßkerên tabura Jandirmeya Eruhê ve ku ji operasyonê derketin, hatine ßewitandin. Li gorî agahiyên nûçegihanên me yên li herêmê, zeviyên ku agir berdanê, 3 rojan ßewitiye. Hate diyar kirin, bax, bostan û qada daristanî ya herêmê herku diçe tune dibe û di bûyera dawî ya ßewitandinê de, 5 hezar hektar zevî bi temamî ßewitiye. Hate zanîn, leßkerên girêdayî qereqola Jandirma Gorendoruk ya li Merira, beriya çar rojan, bejayiya gundê Torik-jî ku beriya niha hatibû valakirin, ßewitandin. ßewatê tesîra xwe li ser qasî hezar hektar erd kir. Gundiyan bi daxuyaniyekê dan zanîn ku bi bahaneya ku her havîn gêrîlla xwe li nav bi cih dikin, daristan, bax û bostan ji aliyê hêzên dewleta tirk ve têne ßewitandin. Rêxistinên mafên mirovan yên Ewrûpa gelek caran dabûn xuyakirin ku Tirkiye di çarçoveya siyaseta xwe ya bêmirovkirina herêmê de, serî li kirinên wisa dide. Di derbarê mijarê de me bi faksê serî li walîtiya Sêrtê da, lê belê heta niha ti daxûyanî nedaye. [CTV99] Li Wanê, pißtî ku li pastexaneyekê bombe hate teqandin, operasyona binçavkirinê ya hate destpêkirin, berdewam dike Li gorî agahiyan; pißtî bûyerê, polêsê dewleta Tirk, avêtiye ser gelek mal û kargehan û gelek kes girtine binçavan. Rayedarên polêsên dewleta Tirk, diyarkir ku qasê 20 kesan girtine binçavan, lêbelê çavkaniyên herêmê gotin; kesên hatine binçavkirin hê zêdetirin û operasyona binçavkirinê didome. Di vê navberê de, 11 kesên li nexweßxaneya Wanê ya dewletê dihatin dermankirin, derketin. Pêr êvarê, li pastexaneya Porteqal a nêzî belediya Wanê bombeya hatibû bi cihkirin, saet di 21 û nîvan de teqiyabû û di encamê de 11 kes birîndar bûbûn. Li gorî çavkaniyên herêmê; li pastexanê ku ya MHP'iyan bûye, zirareke mezin a maddî pêk hatiye. [CTV100] Qedexeya derbasbûnê ya di ser pira kurtî de berdewam dike Pira Kurtî, li ser çemê Sasonêye û gundên Amed û Batmanê digihîne hevdu. Ev qedexe ji aliyê qereqola Yanikkaya ve tê meßandin. Gundiyan diyarkirin ku ew ji ber vê qedexeyê dikevin tengasiyê û destûr nayê dayîn ku ew ji bilî pirê jî rêbazên din bi kar bînin. Gundî dibêjin; di rewßên lezgîn de jî leßker destûra derbasbûnê nadin, dema em di rewßên wiha de kelekan bi kar tînin, leßker kelekên me jî têk dibin. Her wiha gundî diyar dikin ku leßker dest datînin ser lastîkên tekeran ku ew di çêkirina kelekan de bi kar tînin. Gundî ji bo vê tengasiya xwe çareser bikin û qedexeya li ser pirê were rakirin, di nava xwe de 2 nûner hilbijartin ku ji bo hevdîtina bi parlementerê Batmanê re ßandin Enqerê. Pira Kurtî ya li ser çemê Sasonê ku gundên Amed û Batmanê digihîne hevdu, bi îddîya gerîllayên ARGK'ê di ser pirê re derbas dibin, hatiye qedexekirin. [CTV101] Li Batmanê ku beßeke mezin Petrola bakurê Kurdistanê lê tê deranîn, ji ber venekirina bîrên nû, hate diyarkirin ku gelek karker ji kar têne avêtin Serokê Petrol-Îß yêßaxê Batmanê Nimetullah Sozen bi daxuyaniyekê diyar kir ku sedema herî bi tesîr ya ketina hilberîna petrolê, ßerê li Kurdistanê ye. Li herêma Raman ku pirraniya petrolla bakurê Kurdistanê lê tê hilberandin, ji 900 milyon ton rezerva petrolê heta niha tenê 100 milyon ton hatiye derxistin. Serokê Petrol-Îß ßaxê Batmanê Nimetullah Sozen îddîa kir ku ji ber ßerê li herêmê, hilberîna petrolê ketiye, û got hejmara xebatkarên hilberînê-jî kêm bûye. Sozen da zanîn, ku bi kêmbûna hilberînê ve girêdayî, ji dezgeyên ku li herêmê lêgerîna petrolê dikin, Hevkariya anonim ya petrollên Tirkiye û TUPRAß ji sala 1980ê û vir ve tenê 300 karker girtine û hejmara kesên ku di navberê de ji kar hatine derxistin an-jî teqawut bûne, li derûdora 3 hezarî ye. Sozen got pêwiste rê li ketina hilberîna Petrolê were girtin. Sozen erzaniya fiyeta petrolê, lêgerînên ji bo Petrolê yên li Kafkasan û krîza aborî ya li Trikiyê weke sedemên sereke yên ketina hilberîna petrolê nîßan da. Sozen ji xeynî van sedeman, rewßa ßer ya li herêmê û pirsgirêka ewlekariyê weke sedema herî bitesîr ya ketina hilberîna petrolê da xuyakirin. Sozen got pêwiste pirsgirêka li herêmê were çareserkirin û wiha berdewam kir: "Kesên berjewendiyên wan di ßer de hene, ne dixwazin welat û herêm bi pêßkeve, ne jî demokrasî û aßtî pêk were. [CTV102] Li Kurdistanê, ji ber germa dijwar jiyan tevizî... Ji ber germa zêde li cem mirovan nexweßiyên curbecur peyda dibin. Her wiha ßîrê sewalan û xêr û bêra wan kêm bû. Li Kurdistanê ji ber germa dijwar, li cem mirovan nexweßiyên curbecur peyda dibin, di serî de roj li gelek mirovan dide. Her wiha xêr û bêra sewalan jî kêm bû. Li gorî agahiyan, dereca germê li naverastê gihîßtiye 60'î, lê li ber siyê gihîßtiye 42 derecan, tevî vê yekê di nava hewayê de rêjeya rewayê ji sedî 29'e. Ji ber ku li ber siyê dereceya germê gihîßtiye 42 dereceyan, pispor dibêjin; eger naçar nebe, divê saet di navbera 12 û 16an de kes dernekeve derve. Ji ber germahiya dijwar, li Amedê, bi hindikî rojê 10 kes, tav li ser wan dide û radikin nexweßxaneyê. Li aliyê din, muduriyeta zîreetê ya Tirk da xuyakirin ku germa dijwar ne tenê li ser mirovan, her wiha li ser sewalan jî bandora xwe dikin. Di daxuyaniyê de tê gotin; ji ber germa dijwar, di mehên Havînê de di hilberîna goßt û ßîrê sewalan de ji sedî 35 kêm dibe. Kesên sewalan xwedî dikin, ji bo tedbîrê, sewalên xwe bi destpêka Havînê dibin zozanên hênik. Îsal ji Amedê qasê 200 hezar pez, derbasî zozonên Erzirom û Çewlikê bûne. Li aliyê din, germa dijwar dibe sedema fetisandina mirovan jî. Li gundê Habîpußagi ku girêdayî navçeya Elezîz Basiliye, ji bo xwe hênik kirinê, Unal Alayê 10 salî di çemê Firatê de fetisî. Her wiha li navçeya Sivrîcê, Nîhat Bulut ku nizanîbû avjeniyê bike, di gola Xezarê de fitisî. [CTV103] Civîna gißtî ya Yekîtiya belediyên Baßûr-rojhilatê Anadolê doh pêk hat... Ji bo serokatiya yekîtiyê, serokê belediya bajarê mezin ya Amedê Ferîdun Çelîk hate hilbijartin. Civîna gißtî ya ku serokên belediyên bajar û navçeyên Kurdistanê yên endamên yekîtiyê tê de cih girtin, li salona civîna Belediya bajarê mezin pêk hat. Di encama hilbijartinan de Serokê HADEPê yê belediya bajarê mezin ya Amedê Ferîdun Çelîk, weke serokê yekîtiya belediyên vê herêmê hate hilbijartin. Serokê belediya Sêêrtê Mehmet Selim Ozalp-jî bû cîgirê serokê yekîtiyê. Ji bo komîteya yekîtiyê jî, serokê belediya Bismilê Salih Yalçinkaya û serokê belediya navçeya Batman Sasonê Salih Avci hatin hilbijartin. Di civînê de wekî din hate diyarkirin, belediyên endam sala çûyî 44 milyar lîre aîdat nedane û ji vî dynî tenê 6 milyar hatiye dayîn. Hate diyarkirin ku deynên aîdatan bi 15 taksîtan werin dayîn da ku yekîtî ji aliyê aborî ve karibe çerxa xwe bizivirîne. Di civînê de, serlêdana belediya Koser û naveçeya Amed Erxenî ya ji bo endametiyê bi hevdengî hate qebûlkirin. [CTV104] Li Stenbol ßîrînevlerê, doh bi ßev, di mînîbusekê de ku diçû, teqînek pêk hat Li ser rêya O-1 ya ßîrînevlerê, saet di 23an de bombeyeke di mînîbusê de hatibû bi cihkirin, bûye sedema teqînê. ßofêrê mînîbusa di xeta Guneß-Bakirkoy de bi plaka 34 M 2473 dixebite ne hat tespîtkirin. Di mînîbusê de rêwiyên bi navê Funda Sokur û Cemal Ozdemir bi giranî birîndarbûn. Rêwiyên birîndar ên ku rakirine nexweßxaneya Fakulteya Tib a zanîngeha Stenbolê, rewßa wan hê jî girane. Di minîbusê de jî zirareke mezin pêk hatiye. Li aliyê din, mudurê polêsên Stenbolê Hasan Ozdemir di derbarê bûyerê de daxuyanî neda. [CTV105] Serok Komarê Tirk Silêman Demirel, ji bo serdaneke fermî diçe Israilê... Serdana Demirel, ji bo herdu welatan ku xwedî gelek têkiliyên herêmîne, girîng tê dîtin. Her wiha tê gotin; ev serdan, wê bandora xwe li ser pêvajoyên aßtiyê jî bike. Serok Komarê Tirk Silêman Demirel, weke mêvanê serok wezîrê nû yê Israilê Ehûd Barak diçe vî welatî. Çav li rêye ku Demirel sibê biçe Israilê û di 16 Tîrmehê de jî derbasî Filîstîn û Urdunê bibe. Li gorî mijarên bingehîn ên hevkariya stratejîk ên her du welatan, DEmirel, wê li ser xurtkirina hevkariya leßkerî û aborî ya di navbera herdu welatan de raweste. Yek ji mijarên girîng jî têkoßîna hevbeß a li hemberî PKK'êye. Silêman Demirel, wê bi serok komarê israilê Ezer Weizman û serok wezîr Ehûd Barak re li ser mêzîn û pêvajoya aßtiya rojhilata navîn guftûgo bike. Tirkiye û Israil, wê li ser mijara hevkariya leßkerî ya stratejîk a Ereb û xwedêgiravî projeya aßtiyê ya dewleta Tirk, manewrayên hevbeß jî werin nîqaßkirin. Di vê navberê de, beriya gera serokkomarê Tirk Silêman Demirel, serokwezîr Tirk Bulent Ecevit ji hêzên dewletê re nivîsên ßiyariyê ßandin Ecevit diyar kir ku pêßxistina têkiliyên di navbera Yunanistan û Israilê de destpêkirine û xwest ji bo vê yekê tedbîr werin girtin. Li gorî nivîsê, pêwîste li dijî PKK, hevkariya bi Israilê re were zêdekirin. Ecevît ku ji ber nêzîkbûna di navbera Yunanistan û Israilê bêzare, xwest ku ji bo pêßxistina têkiliyên bi Israilê re, hin rêze-tedbirên leßkerî û aborî werin girtin. Di nivîsarê de ku ji bo hemû hêzên dewletê hatin ßandin, bi kinayî bahsa têkiliyên dîrokî yên di navbera Tirkiyê û Israilê de hatiye kirin. Di nivîsarê de bal li ser nêzîkbûna Misir û Urdunê ya ji bo Israilê hatiye kißandin û hatiye îddîa kirin ku ji bo pêßxistina têkiliyên Tirkiye û Israilê, atmosferek baß heye. Di nivîsarê de, ji bo pêßxistina têkiliyên di navbera Tirkiyê û Israilê de tedbîrên nû hatine rêzkirin. Di nivîsarê de tê gotin, pêwîste hevkariya li dijî PKK ya di navbera Tirkiye û israilê de were pêßxistin û xwest ku di derbarê nêzîbûna Suriye û Iranê ya ji PKKê û têkiliyên di navbera PKK û welatên Ereban de, tedbîr werin girtin. Di berdewama nivîsarê de tê gotin, pêwîst di navbera Israiliyan û Museviyên li Israilê dijîn ku bi eslê xwe Tirkin kar û xebatên lobby werin pêßxistin. Di nivîsarê de herwiha ev daxwaz cîh digrin; -Pêwîste bi Israilê re serdanên li ser bazirganî û aboriyê werin zêdekirin. - Pêwiste karmend bi Israilê re razandinên hevbeß pêßbixînin. ê lewma pêwiste projeya GAPê, tekonolojiya zeviyên li Israilê û projeyên avdanê werin bikaranîn. Pêwiste ji Israilê transfera teknolojiya leßkerî were kirin. [CTV106] Di pêwendiyên Yewnanîstan û Tirkiyê de, pêvajoya nermbûnê destpêkir... Di van têkiliyan de pirsgirêka endametiya komara Kibrisê û ya Tirkiyê ji bo Yekîtiya Ewropayê tê gotûbêjkirin. Cigirê wezîrê karê derve yê Yewnanîstan Yannis Kranidiotis da zanîn, ku di navbera her du dewletan de bazarî heye. Cigirî wezîrê karê derve yê Yewnanîstanê Yannis Kranidiotis di derbarê pêwendiyên di navbera Tirkiyê û Yewnanîstanê de daxuyaniyek da ajansa Roytirsê. Kranidiotis di daxuyaniya xwe de got, mijara herî aloz ya di navbera wan û Tirkiyê de serlêdan Kibrisê ya ji bo endametiya Yekîtiya Ewropayêye. Li gorî, Kranidiotis ger komara Kibrisê bibe endamê Yekîtiya Ewropayê rêveberiya Yewnanîstanê-jî li hember namzetiya Tirkiyê ya ji bo Yekîtiya Ewropayê dernekeve. Lê belê, Kranidiotis ji bo endametiya Tirkiyê got, em hêvî dikin, ku Tirkiye ßert û mercên endametiyê bi cih bîne. Di vê navberê de, wezîrê karê derve yê Almanya Joschka Fischer ku niha li Yewnanîstanêye da xuyakirin, ku ew ji dîaloga navbera Tirkiyê û Yewnanîstanê gelekî pê kêfxweßin. Fischer bi hempîßeyê xwe yê Yewnanî Yorgo Papandirêo re li ser bûyerên Balkanan, pêvajoya berfirehkirina Yekîtiya Ewropayê têkiliyên Tirk û Yewnan û mijara Kibrisê rawestiyan. Hefteya derbasbûyî bi navbeynkariya Emerîka wezîrê karê derve yê Tirkiyê Ismaîl Cem û yê Yewnanîstnê Yorgo Papanderêo li New Yorkê hatibûn cem hev. Wezîrên karê derve yên her du dewletan biryar girtibûn, ku di asta komiteyan de li hev kom bibin. Herwiha, komiteyên her du dewletan tekoßîna li hember PKKê kiribûn rojeva xwe û ji nîvê Tîrmehê pê ve ewê civînên xwe berdewam bikin. Hate ragihandin, heyetên ku wezîrên karê derve, yên karê hundir, wezareta hawirdorê û yê çandê û heyetên ku rêvebirên ewlekariyê tespît bikin, wê di komiteyan de cih bigirin. [CTV107] Wezîrê parastinê yê Emerîka William Kohen, ji bo guftugokirina pirsgirêkên navbera Tirkiye û Yunanistanê, çû Atînayê Li gorî ßîroveyên ku di çapemeniya tirk de hatin weßandin, Kohen wê rexne û nerazîbûnên Tirkiyê yên di mijarên Qibris û têkoßîna dijî PKKê de ragihîne rêveberiya Atînayê. William Kohen, wê bi serokwezîrê Yunanistan Kostas Simitis, wezîrê karê derve Yorgos Papandreu û wezîrê parastinê Akis Çahocopulus re hevdîtinan pêk bîne. Li gorî çapemeniya tirk, Xala bingehîn ya rojeva hevdîtinên Kohen, reaksiyênên Tirkiyê yên di der barê siyaseta Yunanîstan ya li hemberî PKKê û çareserkirina têkiliyên nebaß yên navbera Yunanîstan û Tirkiyê ye. Li gorî hin îdîayan Atîna ji bo xwe ji daxwazên Kohen rizgar bike, wê soz bide Amerîka ku di der barê PKKê de ji bo hevkariyê amade ye û li ser heman mijarê dikare bi Tirkiyê re jî bikeve nav danustandinan. Hin ßîrovekar îdîa dikin ku Atîna li hemberî vê yekê Atîna wê ji Kohen bixwaze ku di gera xwe ya sibê ya Enqerê de di mijara Qibrisê de zextê li tirkiyê bike. Her hiha tê îddîa kirin ku Kohen wê ji rayedarên Tirk bixwaze ku serokê Tirkên li Qibrisê Rauf Denktaß aß bikin da ku di meha cotmehê de dest bi hevdîtinan bike. Li gorî agahiyên di çapemeniyê de xuyakirin, Kohen wê li atina têkiliyên di navbera Tirkiye û yekîtiya Ewropa de jî bîne rojevê û ji hukumeta Yunan re pêßniyaz bike ku li hemberî Tirkiyê bikeve nav helwesteke nermtir. [CTV108] Cîgirên wezîrên karên derve yên Iran, Yunanistan û Ermenistanê, doh civînek pêk anîn Nûnerê Yunanistan Yannis Kranidiotis, pißtî hevdîtina xwe ya bi cîgirên wezîrên karên derve yê Iranê Mûrteza Sermedî û yê Ermenistanê Armen Martirosyan re daxuyaniyek da. Kranidiotis di axaftina xwe de diyarkir ku ji bo aßtî û aramiya li herêmê, hevkariya di navbera her sê welatan de xwedî girîngiyeke polîtîke. Her wiha Kranidiotis got: divê hevkariya aborî bi taybetî di warê enerjiyê de were xurtkirin. Li aliyê din, rêveberiya Atînayê, hefteya derbasbûyî nûçeyên di derbarê hevkariya parastinê ya navbera her sê welatan de hatibû weßandin, weke derew nirxandibû û îddîa kiribû ku hevkarî bi tenê di warê siyasî û aborî de ye. [CTV109] Çalakiyên li Tahranê ketin roja xwe ya 6"an Digel destûr nedayîna hukumetê, xwendekaran çalakî pêk anîn û bi hêzên ewlekariyê yên navenda bajêr re ßer kirin. Di vê navberê de, serokî olî yê Iranê Ayetullah Muhammed Elî Hammaney ji hezaran xwendekaran re axivî û êrîßa hefteya derbasbûyî ya li dijî xwendekaran ßermezar kir. Xwendekar bi rojnama Selam yên di destên xwe de ku hatiye qedexekirin, li zanîngeha Tahranê hatin cem hev û çalakiyek organîze kirin. Di vê navberê de, wezîrê berê yê karê hundir Abdullah Nuri hewl da xwendekarên lihevciviyabûyî, bêdeng bike. Xwendekaran bi posterekî mezin yê serokkomarê Iranê, bal kißandin ser xwe. Xwendekaran herwiha bi mase, kursî û dolabên li kampusa zanîngehên, li pêßiya malên xwendekaran barîkat danîn. Hate diyar kirin, gelek çalakvanên ku ruyê xwe bi maske pêçandine, rêyên kolanan girtine. Di vê navberê de, serokê ruhanî yê Iranê Ayetullah Muhammed Hammaney êrîßa li dijî xwendekaran ßermezar kir. Hammaney di axaftina xwe de tißtên qewimîne, weke bûyeran xemgînî nirxand û rewßa di komara serbixwe ya islam de weke nayê qebul kirin, nirxand. Hammaneya got, ciwan bi hêviya ßoreß û islamiyê ne û got, helwesta ciwanan wê welêt bikßîne ber bi bûyereke nû û di vê yekê de wê berjewendiyên Iranê hebin. Hamaney di axaftina xwe de ku di mizgefteke Tahranê de kir, wiha domand; "Dijmin dikare tenê ji histeriyek kor feyde bigre. Beriya niha-jî min destek da xwepêßandên curbecur yên ciwanan. Lê belê pêwîste ev yek bi disiplînî pêk werin. Hamaney kesên ku êrîß birin ser xwendekarên zanîngehê, weke "kesên ku ji disiplînê bêpar' nirxand û got, di bin çi navî dibe bila bibe, bi navê olî-jî hatibe kirin, ßaße, ßermezar dikim. [CTV110] Rêveberiya Emerîkayê diyarkir, ku ew destekê dide xwepêßandanên xwendekarên li paytexta Îran Tehranê Berdevkê wezareta karê derve ya Emerîka Jeyîms Folî, xwest ku xwendekarên meßên aßtiyane li dar dixin, werin parastin û ji bo mafên mirovan-jî rêz were girtin. Wezîrê karê derve yê Îsralê Deyvîd Levî-jî di derbarê mijarê de da zanîn ku ew daxwazên xwendekaran rast dibînin. Berdevkê wezareta karê derve ya Emerîka Jeyîms Folî li ser bûyerên li xwendekaran yên li Îranê wiha got: Hewldanên bikaranîna darê zorê yên ji bo rawestandina xwepêßandanên xwendekarên îranê ku bi armanca pißtgiriya bi azadiya ramanê re têne li dar xistin, me dixe nav fikarên mezin. Folî, xwest ku xwendekarên xwepêßandanên aßtiyanê li dar dixin, werin parastin û ji bo mafên mirovan-jî hurmet were nîßandan û da xuyakirin ku welatî wî bi dilovanî pißtgiriya xwendekaran dike. Li aliyê din, wezîrê karê derve yê Îsraîlê Deyvîd Levî beriya ku bi serfîrê Emerîka yê Îsraîlê Edward Wolkir re hevdîtinekê çê bike, da xuyaniyek da endamên çapemeniyê û got: Em hemû çalakiyên ku pißtgiriya mafên mirovan dikin û daxwaza aßtiyê tînin ziman, baß dibînin. Di dema ßah de, pêwendiyên di navbera Îran û Îsraîl de têra xwe germ bûn. Lê belê, pißtî ßoreßa îslamî ya di sala 1979an di navbera her du welatan de pêwendî qut bûbûn. [CTV111] Li ser gotinên serokwezîrê Tirk Bulent Ecevit... Li ser gotinên serokwezîrê Tirk Bulent Ecevit yên weke; 'ger reformên ewlekarî yên sosyalî pêk neyê, wê dewlet têk biçe,' rêxistinên sivîl yên civakî daxuyaniyek hevbeß dan çapemeniyê û nerazîbûnên xwe nîßandan. Li navenda gißtî ya avahiya DISKê, Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Dewletê KESK, Yekîtiya Mîmar û Mehendîsên Tirkiyê TMMOB, Yekîtiya Tebîbên Tirkiyê, Yekîtiya Dermanfiroßên Tirkiyê û Yekîtiya Mahasib ßêwirmendên Malî daxuyaniyek hevbeß dan çapemeniyê. Li ser navê rêxistinên sivîl yên civakî, sekreterê gißtî yê DISKê Murat Topmak daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de, qanûna ewlekariya sosyalî tê rexnekirin û tê gotin li Tirkiyê programên jiholêrakirina dewleta sosyalî tê meßandin û çarçoveya vê programê ji aliyê IMF ve hatiye çêkirin. Tokmak herwiha dibêje; Li hemû cîhanê fikarên di derbarê raporên IMF de zêde dibin, lê tevgera Tirkiyê ya li gor programên IMfê nayê fam kirin û ti car nayê qebûl kirin. Wezîrê dewleta tirk Hikmet Uluxbay ku hewl dabû xwe bikuje, ji nexweßxaneya Zanîngeha Baßkent ku lê dihat dermankirin, derket... Uluxbay ku bi hevalbendiya serokwezîrê Tirk Bulent Ecevît ji nexweßxanê derket, wê wezîfeya xwe bidomîne. Ji aliyekî ve, nîqaßên li ser wezîrê dewleta Tirk Hikmet Uluxbay ka çima hewl daye intîhar bike berdewam dikin, li aliyê din-jî Ulubay ji nexweßxaneya Zanîngeha Baßkent ku 6 rojan lê dihat derman kirin, derket. Dema Uluxbay ji nexweßxanê derket, serokwezîrê Tirk Bulent Ecevît hevalbendî kir. Ecevît tevî Uluxbay li pêßiya nexweßxanê daxûyaniyek kin dan çapemeniyê. Ecevit wiha got: Birêz Hikmet Uluxbay di çend salên xwe yên jiyana siyasî de, ji bo Tirkiyê xizmetekê mezin kiriye. Lê belê ne weke hînekarekî, weke ekonomistek, çawa ku heta niha di çareserkirina pirsgirêkên li Tirkiyê de kedek bi rumet daye, wê ji vir û pêve-jî vê yekê bidomîne. Uluxbay-jî, di serî de ji Ecevit, ji hemû personala nexweßxanê ku ji bo saxiya wî kedek mezin dan, spas kir. [CTV112] Tirkiye ku bi Israilê re li ser çêkirina fuzeyên... Endamê Konseya Serokatiya PKK'ê Duran Kalkan diyarkir ku pißtî biryara dardakirinê ya di der barê serokê gißtî yê PKK'ê Abdullah Ocalan de, aliyê Tirk di nêzîkbûnên xwe de pir nebe jî bûye xwedî hin gavên têgihißtî. Kalkan got: artêßa Tirk pißtî biryara dardakirinê, ji beriya dardakirinê zêdetir neketiye nava tevgereke leßkerî. Endamê Konseya Serokatiya PKK'ê Duran Kalkan, di daxuyaniya xwe de ya ji rojnameya Ozgur Polîkayê ku li Ewrûpayê tê weßandin, diyarkir ku ew hin îßaretên pozîtîf dibînin. Kalkan got: lê belê divê ev îßeret xwe baßtir eßkere bikin, ji ber ku eger ev pêvajo dirêj bibe, dibe ku bûyerên nayên xwestin pêk werin. 'Di pirsgirêka Kurd de afirandina çareseriyeke demokratîk berpirsiyariya her kesiye. Hin rêxistinên Kurdistanî ku bi salane xwe weke pêßengên gelê Kurd didin naskirin, biryara li Imraliyê jî ßermezar nekirine, weke ku ji guftûgokirina pirsgirêka Kurd bêzarin.' Endamê Konseya Serokatiya PKK'ê Duran Kalkan di daxuyaniya xwe de bal kißand helwestên Ewrûpayê yên diguherin û wiha got: Ewrûpa ji helwesta xwe ya berê ya di çarçoweyeke sivik de weke berjewendiyên aborî, dikeve nava helwesteke siyasî. Kalkan li ser pirsa weke; eger cezayê Ocalan ê dardakirinê bi cih were, wê PKK parçe bibe, wiha bersîv da; 'Daxwaz û hêviyên bi vî rengî dûrî hißê mirova in, dibe ku hin kesê xwe bi hin berjewendiyên piçûk ve girêdane belav bibin, lê rastî ne ev e. Bêyî ku pêvajoya Kurd a siyasî, aborî û civakî were fêmkirin, li hêvî û bende mayîna hilweßîna PKK'ê nêzîkbûneke korfême. Kalkan li ser helwesta artêßa Tirk a pißtî biryara dardakirinê, rawestiya û wiha got: 'Pißtî biryarê, tevgereke ji berê zêdetir ne hat dîtin. Operasyona li Haftanînê jî hinekî hat mezinkirin.' 'ßerekî normal bû, di nava operasyonên heta niha de operasyona herî bê encam bû. Lê belê balkêß bû, vê carê xwestin mezin nîßan bidin. Gelek hêzan nerazîbûna xwe nîßan dan, çima wiha bû, sedemê wê em jî baß nizanin.' Duran Kalkan li ser hevdîtinên PDK'ê û YNK'ê yên li Waßintonê jî rawestiya û îddîa kir ku her du rêxistinan li hev nekirine. Her wiha Kalkan bal kißand rexneyên PDK û YNK'ê yên li hemberî Emerîkayê û got: wer xuyaye hevdîtinên li Emerîkayê bê encam mane. Endamê Konseya Serokatiya PKK'ê Dûran Kalkan, serbestberdana rêvebirên HADEP'ê jî weke bûyereke erênî nirxand û wiha got: eger ev yek destpêkek ji bo çareseriyê be, gaveke hêjaye, partiya me jî wê gavên pêwîst bavêje. Her gavên baß wê rê li ber baßiyê vebike.' [CTV113] Têkiliyên Kurdan û Israilê ku ji ber kußtina 4 Kurdistaniyên li pêßiya avahiya sefareta Israilê ya li paytexta Almanya Berlinê xerab bûbûn, niha tê hewl dayîn ku bikevin nav hewayeke normal. Heyeteke ku bi vê armancê ketiya nava hewldanan, wê sibê biçe serdana Parlamentoya Kurdistan li derveyî welat. Serokê PDKW Yaßar Kaya got, ewê di hevdîtinê de di serî de li ser têkiliyên di navbera Kurdan û Israilê de, li ser pêvajoya aßtiya Rojhilata Navîn û gelek mijarên din raweste. Li aliyê din, berdevkê wezareta karê derve ya Israilê Aviv ßir-on, di dema serdana serokkomarê tirk Silêman Demirel ya vî welatî de daxûyaniyek balkêß da. ßir-On wiha got: Aßtiya ku me bi Filistiniyan re çêkir, pêwîste Tirkiye-jî bi Kurdan re pêk bîne. Heyeta ×sraîlê ku wê bi awayekî fermî biçe serdana PKDW û di bin serokatiya serokê instituya lêkolînê ya derya Sipî ya navnetewî Doktor Erez Bitop deye, ji 5 kesan pêk tê. Hevdîtinên di navbera PDKê û heyeta Israilê ku ji zanyar û siyasetmedaran pêk tê, sibê destpêbikin. Serokê parlamentoyê di derbarê vê serdanê de bersiv da pirsên me. Kaya da zanîn, Israil beriya niha ew vexwendine welatê xwe. Lê belê, ji ber ku ew dem ne musaîd bû, nûçûbû. Kaya wiha berdewam kir: "Mercên îro hîn bêtir musaidin. Em bi heyetê re li ser têkiliyên navbera Kurdan û Israilê rawestin. "Ev hevdîtin, wê di dîrokê de bibe yekem hevdîtina fermî ya navbera Kurdan û dewleta Israilê. Ji aliyê din ve, çavkaniyên nêz yên mijarê ragihandin, endamên heyetê nameyek dane serokkomarê Tirk Silêman Demirel ku li Israilê ye û xwestine ku pirsgirêka Kurd bi awayekî aßtiyane were çareserkirin. Di nûçeyek îro ya Rojnameya Ozgur Polîtîkayê de, behsa têkiliyên di navbera Israil û Kurdan de tê kirin. Berdevkê wezareta karê derve ya Israilê ku daxûyaniyek da rojnamê û xwest çawa wan bi bi Filistiniyan re dest bi hevdîtinên aßtiyê kir, dewleta Tirk-jî heman tißtê bi kurdan re bide dest pêkirin. Di nûçeyê de tê diyar kirin ku berdevkê wezareta karê derve ya Israilê wiha gotiye; Çawa ku em dixwazin bi Filistiniyan re lihev werin, em dixwazin ku Tirk û Kurd-jî li hevwerin. Eger ev yek rasterast tesîra xwe li me neke-jî, emê destekê bidin hemû cureyên hewldanên ji bo aßtiyê. Emê binêrin, ka wê hevditinên bi Demirel yên di vî warî de çawa pêßbikevin. Israil herdem çareseriyeke aßtiyane dixwaze. [CTV114] Serok-komarê Tirkiyê Suleyman Demirel doh dest bi gera ya ji bo Israîl, Filîstîn û Urdunê kir û di roja yekemîn de bi rayedarên Israîlê re kete nav danustandinan. Serok-komarê Tirk li Qudusê bi serokwezîrê Israîlê Ehud Barak re hate cem hev û paßê bi serok-komarê Ezer Weizman re hevdîtinek pêkanî. Di vê navberê de, Demirel çû serdana mizgefta El-Aksa, lê belê li vê derê rastî protestoyan hat. Xwepêßendêrên Filîstînî bi sloganan Demirel weke xayîn û sixûrê Israîlê îlankirin. Di derbarê naveroka hevdîtinên serok-komarê Tirk Demirel ya bi serokwezîrê Israîlê Barak re ti daxuyaniyên zelal nehate dayîn. Aliyê Israîlê daxuyaniyek da û li ser girîngiya têkiliyên Tirkiyê û ×sraîlê û li ser rawestiya û da zanîn, ku pißtî Ehud Barak hate ser desthilatdariyê, yekemîn payebilindek dewletê serok-komarê Tirk Israîlê ziyaret kiriye. Serok-komarê her du dewletan pißtî hevdîtinên xwe civînek çapemeniyê ya hevbeß lidarxistin û pirsên çapemeniya biyanî bersivand. Serok-komarê Israîlê Weizman diyarkir, Sulêman Demirel di çarçovea gera xwe ya Rojhilata Navîn de wê bi serokê rêveberiya otonom ya Filîstînê Yasir Erefat û Melîkê Urdunê Abdullah re hevdîtin pêkbîne, ew bawer dike ku hevdîtinên Demirel pêvaojoya Rojhilata Navîn xurt bike. Demirel-jî bal kißand ser pêßketinan têkiliya aborî û siyasî bi Israîlê re û got, divê ev gera wî weke destnîßana pêßketina van pêwendiyan were fêmkirin. Demirel herwiha dibêje, ji destpêkê ve ew pêvajoya aßtiya Rojhilata Navîn destek dikin dewleta Tirk ji bo pêßdeçûna vê pêvajoyê bi awayekî aktîf hewl dide û dixwaze hewldanên xwe zêde bike. Di vê navberê de, serok-komarê Tirk mizgefta El-Aksa ya li Qudusê ku weke îbadetxaneya duyemîn ya misilmanan tê naskirin ziyaretkir. Sulêman Demirel di serdana El-Aksa rastî protestoyên Filîstiniyan hat. Li gorî nûçeyek rojnameya ßngiliz The Independent, Filîstînî bi pankart û sloganan xwe Demirel weke sixûrê Israîlê û xayîn îlankirin. [CTV115] Serokwezîrê nû yê Israilê Ehud Barak dest bi gera xwe ya Amerîka kir. Tê texmînkirin ku ev ger pêvajoya aßtiya rojhilata navîn zindî bike. Barak beriya destpêkirina vê gerê, bi daxuyaniya ku da çapemeniya navnetewî, anî zimên ku ew ne alîgir e ku Emerîka zêde mudaxelê pêvajoya aßtiyê bike. Li gorî Ehud Barak, pêwîste Emerîka vegere rola xwe ya navbeynkariyê. Serokwezîrê Israilê Ehud Barak ji bo pêvajoya aßtiya Rojhilata Navîn dest bi gera xwe ya Amerîka kir. Barak di vê gera xwe ya pênca rojan de, ji bo hevdîtinekê wê here serdana serokê Amerîka Bill Clînton jî. Tê hêvîkirin ku di rojeva hevdîtinên Barak de mijarên bicîhanîna peymana Wye ku sala derbasbûyî di navbera Israil û rêvebiriya Filistinê de hatibû imzekirin ûhewldanên aßtiyê yên ku ev demeke bi Suriyê re dest pêkirine, cih bigrin. Ehud di daxûyaniyên xwe yên beriya serdanê de îßaret dabûn, ku ew alîgir e ku rola Amerîka ya di der barê aßtiya Rojhilat navîn de were sînorkirin. Rojnameya Haaretz ku li Israilê tê weßandin, nivîsandibû ku Barak dixwaze Emerîka xwe ji sahneya hevdîtinên dawî vekißîne. Rojnama Washington Post-jî di hejmara xwe ya doh de diyar kiribû, Barak dixwaze têkiliyên bi Emerîka re werin xurtkirin, lê belê pêwiste rêvebiriya Washington rola xwe ya di pêvajoya aßtiya rojhilata Navîn de kêm bike. Serokwezîrê Israilê wiha got: "Em destûrê nadin ku ti kes karên di riya aßtiyê de xizmeta armanca me ya hevbeß neke, li me ferz bike. Barak herwiha diyar kir, ew li dij e ku CIA di pirsgirêkên ewlekariya herêmê de rola dadgeriyê hilgire ser milê xwe. Barak di daxûyaniya xwe ya ji bo rojnama New York Times de-jî da zanîn ku rêvebiriya Emerîka zêde têkilî ROjhilata Navîn dibe û wiha axivî; "Pêwîste rola Emerîka hîn biçûktir be. Divê Emerîka dev jê berde ku li herêmê hem dadgerî û hem-jî polîsiyê bike, û pêwîste vegere rola xwe ya bingehî, navbeykariyê. Daxuyaniya Serokê Emerîka Bill Clinton-jî beriya hevdîtina bi Barak re, ji aliyê ajansa nûçeyan Reuters hate belavkirin. Li gorî ajansê Clinton hestên xwe bi van gotinan anîn zimên: "Ez weke Zarokekî ku dibe xwedî pêlîstokeke nû, dilgeß im. Barak ku di 8 rojên pêßî yên desthilatdariya xwe de, bi serokên welatên cînar re kete nav danûstandinên tund, bi serokdewletê Misirê Husnu Mubarek, serokê rêvebiriya otonom ya Filistinê Yasar Arafat, bi melîkê nû yê Urdunê Abdulla û bi serokkomarê Tirk Demirel re hevdîtin pêkanîbûn. [CTV116] Li Israîlê pißtî, ku koalisyona di bin serokatiya partiya karkir de hate ser desthilatdariyê, ji bo zîndekirina pêvaojoya aßtiyê hewldan zêdebûn. Serokwezîrê rêveberiya Telavîvê Ehud Barak hewldanên xwe yên di çarçoveya dîplomasiya aßtiyê de li Emerîka berdewam dike. Emê niha bi kurtî dîroka pêvajoya aßtiyê ku Barak dixwaze zînde bike bînin ekaranên we. Pêvajoya aßtiyê ya di navbera ×sraîl û rêveberiya otonom ya Filîstînê de di dema serokwezirtiya Benyamin Netenyahu ya sala sala 1996an pê de xetimî bûn. Netenyahu bi îsrar digot ger ku ew were ser desthilatdariyê ewê peymana Osloyê di ber çavan re derbas bike. Herwiha Netenyahu bû serokwezîr û di nava 3 salan de li derdora Qudusê li ser erdê di bin kontrola Filîstiniyan de wargehên cihuyan avakir. Netenyahu bi vê politikaya xwe derbeya yekemîn li pêvajoya aßtiyê xist û paßvekîßîna leßkerên xwe yên ji erdên dagirkirî rawestand. Di vê demê de, giliya hukumeta Netenayahu ya herî girîng ew bû, ku rêveberiya otonom ya Filîstinê ji bo jiholêrakirina rêxistinên çekdar hewl nade. Lê belê, hevalbendê herî girîng û bi bandor yê ×sraîl, rêveberiya Emerîka li ser hukumeta Netenyahu zext anîn û ji bo zîndekirina pêvajoya aßtiyê her du aliyan anîn cem hev. Serokwezîrê îsralê Benyamîn Netenyahu û serokê rêveberiya otonom ya Filiîstînê Yasir Erefat di cotmeha sala derbasbûyî de li eyaleta Maryland ya Emerîka peyman Way Plantation morkirin. Li gorî peymana Way Plantation rêveberiya Filîstînê wê rêxistinên çekdar bêtesîr bike di berdela vê yekê hukumeta Israîlê-jî soz dabû ku wê li gorî peyamana Osloyê tevbigere û ji beßek axên dagirkirî derbikeve. Herwiha li gorî peymanê rêveberiya ×sraîlê avakirina wargehên cihûyan bidana rawestandin. Lê belê hukumeta Netenyahu pißtî biryara hilbijartinên pêßwext ji ber fikarên zêdekirina dengan xalên vê peyman bi cîh neanî. Rêveberiya Emerîka-jî biryar da ku li benda encama hilbijartinê bimîne. Çavderên siyasî bawer dikin ku hevdîtinên di navbera hukumeta Barak û rêveberiya Filîstinê de yên ji bo rawestandina wargehên cihûyan û paßvekîßîna leßkerên Israîlê ya li gorî peymana Osloyê, wê bi hêsanî pêkwere. Lê belê di pêvajoya dem dirêj ya aßtiyê de pirsgirîkên weke, Qudus wê di destên kê de bimîne û pirsgirêka filîstiyên penaber çawa çareser bibe, hene. [CTV117] Emerîkayê, lîderên Baßûrê Kurdistanê hißyarkirin û ji wan xwest ku demek ji ya din zûtir li hev bikin... Wezîra Karê Derve ya Emerîkayê Madeleine Albright, ji serokê PDK'ê Mesût Barzanî û Sekreterê gißtî yê YNK'ê Celal Talabanî re name ßandin. Albright, ji her du aliyan xwest ku pirsgirêkên di navbera xwe de sivik bikin û ji bo çareseriyê hewl bidin. Wezîra Emerîkayê di nameyê xwe de ji Barzanî dixwaze ku gavên ji bo di navbera PDK û YNK'ê de ewlebûnê pêk bînin, bavêje. Madeleine Albright nameyeke din jî ji Telebanî re ßand û têde jê dixwaze ku xalên peymana navbera xwe û PDK'ê, bi lezgînî pêk bîne. YNK û PDK, di meha Hezîranê de, li Waßintonê, ji bo nakokiyên di navbera xwe de ji holê rabikin, hatibûn cem hev. Herdu partî li herêmê ji bo sazkirina hukûmeteke demborî hemfikirin, lê belê di warê parvekirina kursiyên li parlementoyê û parvekirina hatinên ji gumrukê li hev nakin. Di vê navberê de, Talabanî û Barzanî, di serê hefteya darbasbûyî de daxuyanî dabûn rojnameya El-Heyatê ku bi zimanê Erebî li Londonê tê weßandin. Her du lîderan, di daxuyaniyên xwe de polîtîkaya Emerîka ya Baßûrê Kurdistanê û Iraqê rexne kiribûn. Her du lîdaran diyarkiribûn ku Emerîka bi vê polîtîka xwe ya niha nikare Saddam Husên ji desthilatiyê bîne xwarê. [CTV118] Kurdistanî, li paytexta Rusya Moskova, li bajarên Almanya Hannover, Gisen, Köln, Berlin û li bajarê Fransa Marsilya dîsa di nava çalakiyan de bûn. Greva birçîbûnê ku Kurdistaniyên li Moskova bi armanca dilsoziya bi serokê gißtî yê PKK Abdullah Ocalan û bîranîna ßehîdên 14ê Tîrmehê, ji bo 3 rojan dane destpêkirin, kete roja xwe ya dûyem. Greva birçîbûnê ku li pêsiya wezareta karê derve ya Rusya destpêkir, bi 70 kesî berdewam dike. Hêjmarek mezin ji Kurdistaniyan diçin cîhê çalakiyê û destekê didin greva birçîbûnê. Di çalakiyê de bi hezaran belavokên li ser Berxwedana 14ê Tîrmehê û rewßa Ocalan de hatin belavkirin û tê de hate diyar kirin ku çalakvan wê rihê berxwedanê xurt bikin û bidomînin. Herwiha ji bo bîranîna 14ê Tîrmehê li bajarên Grasnador û Tamban civînên Gelbi beßdariyek mezin hatin çêkirin. Li bajarê Almanya Hannover-jî doh bi navê "Ji bo serok APO Azadî, ji Kurdistan re aßtî" meßek hate organîze kirin. Di çalakiyê de ku pißtî nîvro saet di 4"an de destpêkir, 300 Kurdistaniyên ku kefen li xwe kiribûn, tevlî bûn. Kurdistanî di navbera Steintor û Kropke de destên xwe girtin û xelekek ji mirovan çêkirin. Di çalakiyê de, bi posterên mezin yên Ocalan, gelek pankart hatin vekirin. Herwiha, YEK-KOM-jî ku di derbarê ßerê qirêj yê li Kurdistanê û doza sedsalê de 3 hezar belavok belav kir, ji aliyê Gel ve eleqeyek mezin dît. Li komela dostaniya Kurd û Alman ya li bajarê Giessen-jî, civîna bîranîna ßehîdên 14ê Tîrmehê hate çêkirin. Di civînê de, nûnerê ERNK û zêdeyî 100 Kurdistanî tevlî bûn. Nûnerê ERNK di civînê de wiha axivî; Berxwedana bi ßans ya ßehîdên 14 Tîrmehê, em gihandine van rojan. Wezîfeya her welatparêzî ewe ku girêdayî têkoßîna wan bimîne. Wekî din, li mala Çand ya Kolnê û li Berlinê-jî ji bo bîranîna ßehîdên 14ê Tîrmehê cîvîn hatin organîze kirin. Di vê navberê de, greva birçîbûnê ya li bajarê Fransa Marsilya, kete roja xwe ya 11"an. [CTV119] Leßkerên artêßa Tirk ên davêjin ser gundên Amedê, daxwaznameyên têde dinivisîne: ez dixwazin Ocalan were dardakirin, bi darê zorê didin îmzekirin. Li gorî agahiyan; leßkerên qereqola Hezan, pêr avêtine, ser 11 gund û mezrayên girêdayî navçeya Amed Licê. Leßkeran di navê de nißtecihên gundên Nenyas, Kerves, Benî û Zara jî hene, kesên 11 gundan ên temenê wan di ser 15 salî re bi wesayîtan birin, qereqolê. Gundiyan diyarkir ku leßkeran ger li wan xwariye û ji wan re gotiye; eger ew îmze nedin, nahilên kes ji van gundan sax derbikevin. Rayedarên dewleta Tirk, di derbarê vê mijarê de ti daxuyanî nedan. Li Tirkiyê, pißtî ku bi daxuyaniyekê hate diyarkirin ku pêßniyaz-qanûna efûyê ya ji aliyê wezîrê dadê yê dewleta Tirk Hîkmet Samî Turk ve hatiye amadekirin, wê bi sînor be û naveroka wê jî wê wijdanê gel bîzar neke, gelek dengên nerazî li pey hev bilind bûn. Partiyên siyasî û rêxistinên mafên mirovan balê dikßînin ser bêkêriya efûya bi sînor û diyar kirin ku êfûya bi sînor wê ji bo aßtiya civakî xizmetê neke û ji bo ku li Tirkiyê mafên mirovan û demokrasî were bicihkirin efûyeke gißtî ßerte. Sekreterê gißtî yê IHDê Nazmî Gur di derbarê efûya bi sînor de daxuyaniyek da û got, efûya bi sînor bi qanûna îtîrafkariyê re wê bikin yek, lewma ev qanûn di dewsa rehetkirinê de, wê wijdana civakê birîndar bike. Gur herwiha anî zimên ku ev rewß cihêkariya di nava civakê de wê kûrtir bike, ji ber vê yekê jî ewê her tim ji bo efuyeke gißtî israr bikin. Serokê Komela Huqûqnasên Alî Ersîn Gur-jî diyarkir, ku ew efûyeke gißtî ya ku êßkencekar, kesên mafên mirovan binpêkirine û ji butçeya dewletê pere dizîne ji feyde nebînin, dixwazin. Alî Ersîn Gur di berdewama daxuyanya xwe de dibêje, kesên li hember Dewletê sûckirine û ji aliyê siyasî ve hatine tewambarkirin divê demek jiya din zûtir, werin efûkirin û kesên ji ber ramanên xwe di girtîgehan de ne, serbest werin berdan. Herwiha Ersîngur da zanîn, ku pêwîste rêxistinên civakî ji bo pêßniyaz-qanûnek alternatîf xebatê bikin. Serokê gißtî yê Komela Mazlum-Der Yilmaz Ensarîoxlu-jî got erkê dewletê heye ku tenê dikare gunehên li hember wê pêkhatine efû bike. Ensarîoxlu efûya bi sînor weke hewldaneke bêkêr nirxand û got, ev pêßniyaz-qanûn di serî de pirsgirêka Kurd, ti pirsgirêkên Tirkiyê çareser nake. [CTV120] Li derudora ßirnexê wesaîteke leßkerên Tirk ku diçû herêma operasyonê, wergeriya Di encamê vê bûyerê de, 10 leßkerên Tirk mirin. Li aliyê din, leßkerên Tirk, ku li Mêrdînê-jî tevgereke noxteyî lidardixistin bi gerillayên ARGKê re ketin nava ßer. Hate diyarkirin ku di vî ßerî de 3 leßkerên Tirk hatine kußtin û gerillayek ARGKê-jî jiyana xwe ji dest daye. Di vê navberê de li baßûrê Kurdistanê, gerîlayên ARGKê avêtin ser navenda bajarê Qesrê, û hate ragihandin ku di vê êrîßê de 13 çekdarên PDK'ê hatine kußtin. Li gorî daxuyaniyên rayedarên Tirk, doh wesaîteke leßkerî li derudora navçeya ßirnex Bêßebabê dema ber bi herêma operasyonê ve diçû, ji rê derket û pekiya nav newalekê. Di daxuyaniyê de, tê gotin ku ev bûyer qezayek bûye û tê de astsubayek, 2 pisporên çawiß bi gißtî 10 leßker mirine. Hate diyarkirin, li nêzîkî rêya navbera navçeya Mêrdîn Nisêbînê û beldeya Akarsuyê, roja 12 Tirmehê di navbera leßkerên Tirk û gerillayên ARGKê de ßer derketiye. Li gorî nûçeyeke ajansa DEMê; di ßer de 3 leßkerên Tirk hatine kußtin û gerillayek jiyana xwe ji dest daye û 2 leßker-jî birîndar bûne. Tê diyarkirin ku ji bo herêma ßer, ji Mêrdîn û Nîsêbînê, leßker têne ßandin. Li aliyê din, li bejayiya navçeya Mêrdîn Stewrê ji cehßên ku di lêgerînan de bûn, 2 ji wan pêl mayînan kirin. Ajansa nûçeyan ya DEMê ragihand, ku li ser sînorê navçeya Amed Pasûrê û Mûßê operasyona ku roja 11 Tîrmehê hatibû destpêkirin, hê-jî berdewam dike. Li aliyê din, hate diyarkirin ku pêr gerîlayên ARGKê li Baßûrê Kurdistanê, êrîßek birin ser baregeheke leßkerî û qereqoleke PDKê ku li navenda bajarê Qesrê ne. Li gorî nûçeya ku ji ajansa Demê hatiye wergirtin, di encama vê êrîßê de 13 çekdarên PDK'ê, 2 gerîlayan jî jiyana xwe ji dest dane. Hate diyarkirin ku ev çalakiya ARGKê bi armanca bibîranîna ßehîdên 14ê Tîrmehê, hatiye li darxistin. [CTV121] Li nêzî gundê Aydogan ku girêdayî navçeya Erzîncan Refahiyêye, di êrîßekê de 5 gundî hatin kußtin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên curbecur hatin girtin; doh êvarê komeke çekdar, li nêzî gundê Aydogan traktorê radiwestînin û gundiyên di rumorkê de gullebaran dikin. Di encama gulleberanê de Hakan Akçagoz, Ahmed Akçagoz, Vedat Akçagoz û Fatih Dogan li cihê bûyerê û Murat Yildirim jî li rêya nexweßxaneyê, mirin. Çavkaniyên di vî warî de agahî dan; diyarkirin ku gundê navê wî di bûyerê de derbas dibe, gundê cahßane û îddîakirin ku kesên hatine kußtin cahßin. Rayedarên dewleta Tirk îddîa kirin ku çalakî ji aliyê gerîlla ve hatiye lidarxistin, lê belê çavkaniyên ARGK'ê heta niha di vî warî de ti daxuyanî nedane. [CTV122] Li Amedê, endameke HADEP'ê ya jin ku polêsan xwestin wê bigirin binçavan, xwe ji qatê 7an avêt. Li gorî rayedarên HADEP'ê yên bajêr; Polêsên dewleta Tirk, doh bi ßev saet li derdora 2an, avêtin ser mala endama HADEP'ê ya 20 salî Medîne Oncelê. Kesên li hundurê malê, dudilîbûn ku derî vebikin, li ser vê yekê polêsan derî ßikandin û ketin hundur. Polêsên dewleta Tirk, heqaret li kesên hundur kirine û gotine; ewê Medîne Oncelê bigirin binçavan, li ser vê yekê Medîne bi armanca cilên xwe bigire çûye odeyê û li wir xwe ji qatên 7an avêtiye jêr û xwe kußtiye. Pißtre termê Medîne Oncel di otopsiyê re hat derbaskirin û bêyî merasîma cenaze were kirin, polêsan ew binaxkirin. Rayedarên HADEP'ê diyarkirin ku ßeva bûyerê, li Amedê, li hemberî endamên wan operasyoneke gißtî ya binçavkirinê hatiye meßandin. Heman çavkanî dibêjin; 'Di nava wan de endamê meclîsa belediya HADEP'ê Nihat Bayram, endamê komisyona ciwanan Veysi Guneß, Resul Sevinç, Giyasettin Inal, Bêrîvan Yani, Huseyin BAydur, Aycan Aslan û Suat Ozalp, bi gißtî 20 kes hatin binçavkirin. [CTV123] Leßkerên artêßa Tirk ixtiyarên li mezraya Hevîk ya girêdayî Sasonê tehdit kirin ku jahrê bidin gêrîlla. Li mezaya Hevnik ku girêdayî Tanzeya navçeya Batman, Sasonê bûyereke pir dißibe dramaya di fîlmê Axê de, qewimî. Li gundê Hevnik ku ji aliyê hêzên artêßa Tirk ve hatiye ßewitandin, hilweßandin, û nißtecihên wê hatine koçberkirin, tenê 3 gundiyên kal mane. Ev her sê kalên rûsipî biryar dane ku dev ji warê bavûkalan bernedin û heta dawiya emrê xwe bimînin li vî gundê ku lê hatine dinê û li her quncikekî wî bîranînên wan ên xweß an jî biêß hene. Lê belê, hêzên dewleta Tirk, van çend ixtiyaran-jî ku li gund mane, rihet nahêlin. Ji ber ku ev çend guniyên mayî di nav sala re çûne, dewlet dizane ku nikare van bike cehß, lê vê carê jî tißtekî din ji wan dixwaze. "Hunê jahrê bidin gêrîlla". Belê, leßkerên ku torbên jahrê li hersê ixtiyarên Hevnikê belav kirin, ew wiha tehdit kirin;"Dema PKKyî werin gundê we, hûnê vê jahrê bikin nava xwarinê, an na em we sax nahêlin. Gundiyên ku bûyer eßkere kirin, dan zanîn ku ew naxwazin bibin sedema kußtina ti kesî û di vî warî de ji derûdorên bihîstiyar daxwaz kirin ku alîkariyê bidin wan. [CTV124] Serokê Belediya Amedê yê HADEP'ê Ferîdûn Çelîk, bi mebesta ji rêxistineke îllegal re alîkarî kiriye û hewandiye, doz hatibû vekirin. Çelik di vê dozê de ne girtî dihat dadgehkirin. Çelîk ji vê dozê îro beraat kir. Çelîk ji ber axaftinek xwe ya di MED-TV'ê de, îro li dadgeha dewleta Tirk DGM a Enqerê hat mehkemekirin. Çelîk bi xwe tevlî rûnißtina îro ya dozê nebû. Dozger di rûnißtina îro de, dîtina xwe ya di derbarê esasê de xwend û diyarkir ku di derbarê gunehbar de delîl û belge bidest neketine ku ji çeteyeke çekdar re alîkarî kiriye û hewandiye. Parêzerê Çelîk, Fethî Gumuß jî diyarkir ku ew ji sedî sed tevlî dîtinên dozger dibe. Pißtre Çelîk ji vê dozê ku ji 4 sal û nîvan heta 7 sal nîvan bi daxwaza cezayê zindanê dihat dadgehkirin, beraat kir. [CTV125] Dewleta Tirk, pißtî Amed û Meletê, li bajarekî din ê Kurdistan Dîlokê-jî balafirên ßer bi cih dike. Hate îddîa kirin, 2 balafirên ßer yên tîpa F-16 bi armanca parastin û perwerdê li balafirgeha sivîl ya Dîlokê hatine bicîh kirin. Nîha-jî tê nîqaß kirin ka ji bo bicihkirina balafiran çima bi taybetî Dîlok hate hilbijartin. Fermandarê hêzên hewayê yên Tirk Ilhan Kiliç di merasîma bicîhkirina balafirên ßer de axaftinek kir û îddîa kir ku her tim li herêmên sînor ew serî li tedbîrên wisa didin. Orgeneral Kiliç li ser pirsên rojnamevanan; ka ev tedbîr li hemberî Suriyê hatine wergirtin an na, wiha bersiv da: "Bila kes tißtekî ßaß fêm neke, ev balafir wê car caran werin li vir bimînin." Lê belê li gorî çavkaniyên nêzî derdorên leßkerî yên tirkiyê, ev balafir di plana tevgereke leßkerî de li Dilokê hatine bicihkirin. [CTV126] Li Tirkiyê, Pêßniyaz qanûna ewlekariya civakî, li komisyona parlementoyê ya xebatê û karên civakî tê guftûgokirin... Li aliyê din, karker, karmend û rêxistinên sivîl ên civakî dest bi çalakiyên xwe yên hevbeß kirin. Endamên sendîkayên karker û karmendan, yekem car li gelek bajaran, destgulên reß danîn ber avahiyên partiyên hevparên hukûmetê, DSP, MHP û ANAP'ê. Serokê gißtî yê Turk-Ißê Bayram Meral, beriya çalakiya li Enqerê dabû xuyakirin ku ew teqawîtbûyîna di gorê de û rêjeya zemmê ya ji sedî 20 weke sedeqe qebûl nekin. Her wiha, komeke kedkar jî li ber belediya Kadikoya Stenbolê, dest bi çalakiya rûnißtinê kirin. Çalakvanan sloganên weke; em teqawîtbûyîn di gorê de qebûl nakin, hukûmet qanûna te serê te bixwe, avêtin. Çalakvanan gotin; emê derketina vê qanûnê asteng bikin. Tê texmînkirin ku wê çalakiyên karker û karmendan di rojên pêß de jî berdewam bikin. [CTV127] Kurdên ku li taxa Eskî Çamlika Izmirê, xaniyên wan ji aliyê belediya Konakê ve hatin hilweßandin, li derve man. Rêxistina HADEP'ê ya bajarê Izmirê, îro heyetek pêk anî û ji bo lêkolînê çû cihê bûyerê. Endamekî heyetê agahî da televizyona me û got: li derdora 85 xanî hatine hilweßandin û qasê 800 kesên di van xaniyan de dimînin, li nave rast man. Nûnerê HADEP'ê diyarkir ku kesên xaniyên wan hatin hilweßandin, ji ber Kurdin, li derdorê jî kes xaniyê xwe nade wan. Kurdistanî tevî alavên xwe yên ji hilweßandinê xilaskirine, li derve man. Li taxa Eskî Çamlik a Izmirê, doh belediya Konakê bi alîkariya hêzên taybetî, xaniyên Kurd li dijîn hilweßandin. Her wiha di dema hilweßandinê de polês û Kurdên xaniyên wan hatin hilweßandin, ßerkirin. Nûçeyeke me jî di derbarê jinên Kurdistanî de ye ku ji ber ßerê li Kurdistan, naçar çûne metrepolên Tirkiyê. [CTV128] Jinên Kurdistanî yên li Izmirê dijîn, bi cilên reß ên li xwe kirin, nerazîbûna xwe li hemberî, xwestina kefenê spî yê di ßexsê serokê gißtî yê PKK'ê Abdullah Ocalan de li gelê Kurd bikin, nîßan dan. Bi vê armancê, çalakiya reß li xwe kirinê ya li Izmirê, li kolana Kadifekaleyê berfireh bû. Kurdistaniyên li vir dijîn wiha gotin; 'Gundên me di nava agir de ne, ji bo rojekê em vegerin, em hatin van deveran, lê îro bi çarenûsa me dilîzin, em jî ji bo vê yekê ßermezar bikin, cil û bergên reß li xwe dikin.' [CTV129] Wezîrê Karê Hundur ê Iranê Ebdulwehîd Mûsevî Larî diyarkir ku aloziya 6 roja li paytext Tehranê berdewam kir, bi dawî bûye û rayedaran arêße kontrol kirine. Mûsevî Larî di axaftina xwe ya televizyonê de got: navenda krîzê ya li ser bûyeran hat sazkirin, bûyer deqe bi deqe ßopandin û alozî kontrol kir, Li Tehranê bi temamî jiyan bi rêk û pêk bû. Li Iranê, xwendekaran heta doh jî ji bo reforman, 6 rojan xwepêßdan pêk anîn. Digel walîtiyê destûr neda jî, çalakiyên xwendekaran heta doh jî berdewam kirin û bi polês û mîlîtanên Islamî re ßer kirin. Her wiha li Tehranê doh alîgirên sîstemê xwepêßandanek pêk anîbûn. [CTV130] Wezîrê karê derve yê Israîlê Deyvid Lêvî diyarkir, ku ew hêvî dike ku dijminatiya di navbera Iran û Israîlê de, rojekê bidawî bibe Lêvî herwiha îdîayên ku dibêjin hukumeta wî xwepêßandanên xwendekarên li Iranê destek dike, reddkir. Wezîrê karê derve yê Israîlê Lêvî di radyoya artêßa Israîlê de daxuyanik wiha da; 'em hêvî dikin rojekê her tißt biguhere û em li bendê ne ku rojekê ji kesên Israîlê tehdît dikin, mesajên cuda wergirin. Lêvî herwiha careke din bi bîrxist, ku ew gelê Iranê weke dijmin hesab nakin û got, ti pêwendiyên wan bi bûyerên Iranê re tineye. Wezîrê karê derve yê Israîlê wekî din ev yek anî ziman; 'her bûyerên bi hêstênramana azad, mafên mirovan û demokrasiyê pêk tê herwiha van welatên ji tehdîtan dûr dixe û ber bi aßtiyê û diyalogê ve dibin.' Wezareta karê derve ya Iranê-jî daxuyaniyên Israîl û Emerîka yên di derbarê bûyerên li Iranê de weke mudexelleyên karê hundir nirxandibûn. Dewleta Iranê demeke kin pißtî ßoreßa îslamê ya di sala 1979an de pêwendiyên xwe bi Israîlê re qutkir û Israîlê weke dijmineke dijwar îlankiribû. Li aliyê din, Igilistanê da zanîn, ku ew li ser rêwßa li Iranê fikaran dikin û xwest, ku rayedarên ewlekariyê ßîddeta xwe rawestînin. Cigirê wezareta karê derve ya Ingilistanê Geoff Hoon, di axaftineke xwe li parlementoyê de, wiha peyivî; 'Di destpêkê de divê gelê Iranê bi xwe pirsgirêkê çareser bike, lê belê em pêwîste ji hemû aliyan bixwazin ku xwe ji rêbazên diwariyê dûrbixînin. [CTV131] Di vê navberê de, rêveberiya Iranê daxuyaniya serokwezîrê Tirk Bulent Ecevit ya li ser bûyerên li Tehranê, ßermezarkir. Li gorî ajansa fermî ya nûçeyên Iranê, rayadarên Iranê ßêwirmendê sefîrê Tirkiyê yê Teharên Kut Sezgin gazî wezareta karê derve kirine û di derbarê daxuaniya Ecevît de ew hißyarkirine. Li gorî ajansa fermî ya nûçeyan ya Iran IRNAyê, wezareta karê derev ya Iranê dema ji bo hißyarkirinê gazî ßêwirmendê sefîrê Tirkiyê Kut Sezgin kiriye hißyariyek protestoyî daye. Di nûçeyê de, tê gotin wezareta karê derve ya ×ranê daxuyaniya Ecevît weke dijberî têkiliyên cîrantiyê dinirxîne. Serokwezîrê Tirk Bulent Ecevit li ser tevgerên xwendekarên Iranê gotibû; 'gelê Iranê ji aliyê çand û dîrokê ve pirr dewlemende, lewma ne dibû ku demeke dirêj li bin zextên rejîmên kevnar û ne hemdem îdare bike. [CTV132] Emerîka, ambargoya xwe ya li ser Iranê sivik dike... Li gorî agahiyan, Emerîka di serê vê salê de biryar wergirt ku ambargoya aborî ya li ser iranê sivik bike û di vê çarçoweyê de di demeke nêz de dikare derman û pêdiviyên xwarin bifiroße vî welatî. ßêwirmendê wezareta zîreetê ya Emerîkayê Gus ßhumaher di derbarê mijarê de da xuyakirin ku di dawiya vê mehê de wê karibin, ji bo derman û firotina xwarinê, destûr bidin, ßîrketên dixwazin bi Iranê re têkilî deynin. Schumaher got: bûyerên vê dawiyê yên li Iranê wê tesîr li vê biryarê neke. Emerîkayê, li ser hin pêßketinên baß ên li Iran, Libya û Sûdanê, biryar girtibû ku ambargoyê di warê derman û xwarin firotinê de ji ser van her sê welatan rabike. [CTV133] îro 25;min salvegera dagirkirina Qibrisê ye. Ji aliyekî ve, Yunanistan û Tirkiye di pirsgirêka dagirkirina Qibrisê de ku keta sala xwe ya 25"an li hemberî hev dikevin nav helwesteke nerm. Li aliyê din, di pirtukekê de ku 2 rojnamevanên Ingliz nivîsandine, îddîayên pirr girîng derketin holê. Qibris ku bi sedsalan e ji ber girîngiya wê ya stratejîk eleqeya hemû welatan li ser e, li salvegera 25emîn ya dagirkirina wê ya ji aliyê Tirkiyê ve, careke din bala dinyayê li ser kom bû. Di pirtuka bi navê yanî "Komploya Qibrisê" de ku ji aliyê rojnamevanê The Times Brendan O"Malley û rojnamevanê Manchester Evening News Ian Craig ve hatiye nivîsandin, tê gotin ku beriya ku Tirkiye Qibrisê dagir bike, CIA agahdar bûye, lê belê ji ber ku xwestiye girav were parçekirin, rê li dagirkirna wê ne girtiye. Di pirtûkê de tê diyar kirin ku 'ßopên tiliyên CIA û wezareta karên derve yaAmerîka jî di dagirkirina QIbrisê de hatine dîtin. Di pêßgotinê de, tê gotin ku ev pirtuk baweriya klasîk ya weke, 'Qibris ji ber kîna etnîkî hatiya parçekirin,' hildiweßîne û kompolyeke ecêb ya navnetewî dertîne holê. Di pirtukê de, mijarên weke dîroka Qibrisê, sedemên nakokî û pevçûnên li giravê, rewßa giravê ya beriya ku were dagirkirin, rojên ßer û komploya navnetewî ya pißt perdê û hevdîtinên navbera Waßîngtin, London û Atînayê hatine vegotin. Pirtûka ku li ser bergê wê wêneyê Makariyos heye, di der barê vî lîderê yunan de vê ßîroveyê dike: Rojavaya ku bi pirsa komunîzmê dijiya, ji hebûna Makariyos bêzar dibû û Rovava, bi taybetî jî Amerîka sixwest Makariyos bi destê Yunanîstanê ji holê bide rakirin. Di sala 1958"an de, Emerîka di çarçoveya NATOyê de li çareseriyeke pirsgirêka Qibrisê geriya. Ji ber ku Makarios li dijî vê yekê derket û pißtî ku israr kir ku di bin sîwana neteweyên yekbûyî de çareseriyek were dîtin, biryara jiholêrakirina Makarisyos hate dayîn. Di pirtukê de tê gotin, Emerîka; Makarios bi awayekî siyasî berteref kir, rasterast bi rêvebiriyên Tirk û Yunan re çû lihevhatinê. Di pirtukê de tê îddîa kirin, ku plana ku Emerîka pêkêß kiribû û di bin garantiyê de bû, bi darê zorê bi aliyan dane qebûlkirin. Amerîka ji bo ku vê planê bi Tirkiyê bide qebûlkirin, soza alîkariya aborî û firotina çekên nukleer da Tirkiya ku ji sala 1956an ve li pey van çekan bû. Li gorî pirtukê, bi peymana sala 1959an re Amerîka di bin garantoriya Tirkiye, Ingiltere û Yunanîstanê de wisa kir ku statuya serxwebûnê ji giravê re were naskirin. ê di sala 1963yan de, dema Makariyos xwest di qanûna bingehîn de hin guherînan pêk bûne û li ser vê yekê jî hin bûyer qewimîn, wê demê Amerîka planên xwe hinekî din bi pêß ve birin. Wekîlê wezîrê karê derve yê Emerîka George Ball di sala 1964"an de cara yekem bahsa parçekirinê dike, di sibata heman salê de Amerîka plana tercîhî ya ku li gorî wê Tirkiyê wê beßeke giravê dagir bikira, dertîne pêß. Di pirtukê de wiha tê gotin; Eger ewlekariya Tirkên Qibrisî pêwîste be, wê beßekî rojavayê giravê bikeve bin kontrolla leßkerên Tirk, ev yek-jî parçê din yê planê bû. Emerîka ev planî bi Inliziyan re parvekir û maf da wan ku, eger Tirk zêde bi pêßve biçin, mudaxelle bikin. ê li gorî vê planê wê Yunanistan-jî bihata aßkirin ku dagirkirinê weke kontroleke bisîor binirxîne. Bi vî awayê wanê rê li ßerê navbera tirk û yunanan bigirta. [CTV134] Wezîrê parastinê yê Emerîka William Kohen ku hevdîtinên xwe yên li Tirkiyê bi dawî kir, ji vî welatî veqetiya. Wezîrê parastinê yê Tirk Sabahattin Çakmakoglu û wezîrê parastinê yê Emerîka William Cohen diyar kirin ku ewê têkiliyên di navbera herdû welatan de hîn bêtir pêßbixînin. Di vê navberê de, William Kohen beriya ku ji Tirkiyê veqete bang li Yunanistan û Tirkiyê kir ku bêî ti ßertên pêß dest bi hevdîtinên Qibrisê bikin. Çakmakoglu û Kohen pißtî hevdîtin, civînek çapemeniyê ya hevbeß organîze kirin. Di civîna çapemeniyê de Kohen diyar kir ku di NATOyê de, Tirkiye mutefîkek bi ewle ye û got, ew ji têkiliyên xurt yên di navbera Emerîka û Tirkiyê de gelekî bi memnûne. Cohen da zanîn, armanca wan ewe ku têkiliyên xwe yên bi Tirkiyê re hîn bêtir pêßbîxinin. Wezîrê parastinê yê Tirk Sabahattin Çakmakoglu-jî got, ku hevdîtina bi Kohen re gelekî baß derbasb bûye. Çakmakoglu got, ew di hevdîtinê de herwiha li ser mijarên têkiliyên Emerîka û Tirkiyê, pirsgirêkên herêmî, têkiliyên di navbera Tirk û Yunan de û li ser bûyerên dawî yên li baßûrê Kurdistanê rawestîne. Wezîrê parastinê yê Emerîka William Kohen ku di çarçoveya serdanek fermî çû Tirkiyê, herwiha fermandariya baregeha Tankeran 10"an ya Incirlikê û yekîneyên hêzên keßifê yên ji bakur ziyaret kirin. Cohen bi serokwezîrê Tirk Bulent Ecevit û bi cîgirê serokwezîr Devlet Bahçelî re-jî hate cem hev. Cohen beriya ku biçe Tirkiyê, li Yunanistan hevdîtin pêk anîbû û di civînek çapemeniyê de ku li Atina hate organîze kirin, bahsa girîngiya têkiliyên di navbera Qibris, Tirk û Yunan de kiribû. Cohen da zanîn hevdîtinên Tirk û Yunan ku li ser rêya destpêkirinê ne bûyerek pirr girînge û balê kißand ser girîngiya zêdekirina tedbîrên ewlekariyê. [CTV135] Li Irlanda Bakur pêngava ji bo xala peymana sazkirina kabîneyê îro bi dawî dibe, lê Yekîtîxwazên Protestan, eßkerekirina lîsteya wezîran ya rêveberiya Irlanda Bakur îro reddkirin. Li Irlanda Bakur diviya îro Konseya Wezîran ya ji bo sazkirina hukemeta katolîk û protestanan bihata pejirandin, lê Partiya Yekîtîxwaz ya Irlanda Bakur tevlî civîna parlementoyê nebû. Parlementoya yeksalî ya Belfastê, serokê partiya Yekîtîêwaz David Trimble di 12 îlonê de ji bo konseya wezîran ya ku ji 4 partiyan pêk hatiye serokatî bikehilbijartibû. Partiya Yekîtîxwaz ya di bin serokatiya Trimble de, naxwaze ku heta IRA dev ji çekan berde baskê wî yê siyasî ßîn Feîn di hukumetê de cih bigire. Li gorî peymana aßtiya ya parlementoya Irlanda Bakur, îro parlementoya Irlanda Bakur li hevbiciviya. Serokwezîrê Ingiltere Tony Blair ji bo civîna parlementoya Irlanda Bakur doh talîmat dabû. Herwiha ji bo peymana ku ji aliyê serokwezîrê Irlanda Bakur Bertie Ahern ve hatibû amadekirin doh li gel îtiraza parlementerên Yekîtîxwazan weke pêßniyazê-qanûn. Li gorî vê pêßniyaz-qanûnê ger artêßa IRA dev ji çekan bernede, divê ßîn Fein ji hukumetê derbikeve. [CTV136] Li Tirkiyê gelek nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl ... Li Tirkiyê gelek nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, sendîka û partiyên siyasî daxwazkirin ku dewleta Tirk demek ji ya din zûtir, îmze bavêje ser protokola 6"an ya peymana mafên mirovan ya Ewropayê ya li dijî cezayê dardakirinê. Di çarçoveya "kampanya ji Idamê re NA" de, komela mafên mirovan IHD civînek çapemeniyê organîze kir. Yek ji beßdarên civînê ßair Newzat Çelik, diyar kir ku îdam li dijî mirovan neheqiya herî mezin e. Komela mafên mirovan IHD bi armanca pißtgirîdayînya kampanya 'ji îdamê re NA'li ßaxê xwe yê Stenbolê civînek çapemeniyê organîze kir. Avukat Eren Keskîn ku bi navê IHDê daxûyaniya çapemeniyê xwend, wiha got: "Di cezayê idamê de zîhniyeta "Tolhildanê" heye û ev yek cinayet e. "Idam herwiha rasterast êrîßek e li dijî mafên jiyanê ku bi peymanên navnetewî hatiye garantîkirin. Ji avukatên serokê gißtî yê PKK Abdullah Ocalan, Dogan Erbaß-jî diyar kir, çavkaniya hemû pirsgirêkên bingehîn yên Tirkiyê, pirsgirêka kurd de. "Em ji bo rakirina cezayê îdamê, doza Ocalan weke fersendekê dinirxînin. Nevzat Çelik-jî ku pißtî 12 îlonê bi daxwaza dardakirinê hatibû mahkemekirin û dûre serbest hatibû berdan di axaftina xwe de diyar kir ku ew 5-6 salan bi psîkolojiya kesekî li benda mironê, jiyaye û got: îdam li dijî mirov xerabiya herî mezin e. Di serî de HADEP, ODP, EMEP, Malên Gel yên Stenbolê, Komela Huquqnasên Hemdem, gelek rêxistinên civakî yên sivîl, daxûyaniya IHD imze kirin. [CTV137] Komisyona Jinan a KESK'ê ji bo aßtiyê ji cezayê dardakirinê re got: ... Komisyona Jinan a KESK'ê ji bo aßtiyê ji cezayê dardakirinê re got: NA Komisyona Jinan a KESK'ê ßaxê Amedê daxuyaniyeke nivîskî da û Komisyona Jinan dibêje; ji mêj ve cezayên dardakirinê ti pirsgirêk çareser nekirine, ji bo çareseriyê divê nakokiyên bingehîn yên pirsgirêkê ji holê werin rakirin. Di daxuyaniyê de tê gotin; ji sedsala 21an re çend meh mane, di demeke wiha de ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, divê maf û azadî derbikevin pêß. Ji bo çareseriyê, ferzkirina rêbazên paßverû ßermeke demokrasiyêye. Eger pirsgirêka Kurd weke pirsgirêkeke aboriyê were nîßandan, nayê çareserkirin. ßerê bi salane berdewam dike, ji mirovan re ji bilî mirin, hêstirên çavan û xirabkirinê ti tißtek ne anî. Di berdeama daxuyaniyê de wiha tê gotin; "em bawer dikin ku jiyaneke bi rûmet, bi aßtiyê mumkîne, lewma em dibêjin; ji bo aßtiyê, ji dardakirinê re NA. [CTV138] Huqûqnas jibo efûya gißtî bang kirin Li Tirkiyê, di rojevê de ku guftûgoyên di warê efûyê de didomin, huqûqnas jibo efûya gißtî bang kirin... Parêzer ßanal Sarûhan diyarkir, ku her çend efûya gißtî wê birrînên vebûne nikaribe bikewîne-jî, lê belê wê êß û azar xwe dubare nekin. Sarûhan wiha got: di nava yek-parebûna erdê Tirkiyê de, ku daxwaza jiyanek bi hevre tê pêßkêßkirin, divê hukûmet guh bide vê yekê û di vê çarçoweyê de siyaseteke huqûqî pêßve bixîne. Parêzer Halit Celenk-jî diyarkir ku pêwîstiya Tirkiyê bi efûyekê heye ku sûcên ramanê-jî digire nava xwe. Celenk wiha got: Lihevhatina civakî wê ji bo bicîh hatina aßtiyê xizmetê bike. [CTV139] Gruba Diyaloga Kurdistan daxwaz kir ku serokê gißtî yê PKK Abdullah neyê darda kirin Gruba Diyaloga Kurdistan ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd beriya demekê li Almanya hatibû sazkirin, daxwaz kir ku serokê gißtî yê PKK Abdullah neyê darda kirin. Gruba Diyalogê pêr daxûyaniyek da û got, eger biryara dardakirinê di pratîkê de pêk were, wê pirsgirêkên di navbera Tirkan û Kurdan de hîn kurtir bibin. Di daxûyaniyê de ku dawîanîna ßerê li Kurdistanê û çareseriyek aßtiyane ji bo pirsgirêkê tê xwestin, herwiha ji Almanya-jî tê daxwazkirin ku maxdurên ßer yên Kurd êdî teslîmî dewleta tirk neke. Di daxûyaniyê de tê gotin, ev daxwaz wê di rojeva meclisa belediya Dortmundê de cîh bigrin û biryara ku li vê derê were dayîn, wê ji wezaretên berpirsyar re were ragihandin. Gruba Diyalogê wê roja 4 Tebaxê, li avahiya belediya Dortmundê civînek çapemeniyê organîze bike. Gruba diyalogê ku ji gelek kesayetî, siyasetvan û parêzerên mafên mirovan yên Alman ve tê destek kirin, di dawiya meha Hezîranê de hatibûn cem hev. [CTV140] Li Almanya meßê 'Ji bo Ocalan Azadî, ji Kurdistanê re Aßtî' Kurdistaniyan, doh bi navê 'ji bo Ocalan Azadî, ji Kurdistanê re aßtî' li bajarê Almanya Dusseldorf, meßek pêk anî. Kurdistanî, doh di seatên serê sibê de, bi otobusan hatin bajarê Dusseldorfê ûli Meydana Schauspîler ji bo ku dest bi meßê bikin li hev kom bûn. Bi hezaran Kurdistanî ku kincên xwe yên netewî li xwe kiribûn, danê nîvro dest bi meßê kirin. Kurdistaniyan, li kolanên Dusseldorfê, dengê xwe ji bo aßtiyê bilind kirin û dilsoziya xwe ji bo serokê gißtî yê PKKê Abdullah Ocalan, anîn zimên. Di meßê de, dîmenên mezin yên serokê gißtî ê PKKê Abdullah Ocalan û pankartên bi zimanê Almanî û Tirkî-jî, hatin hilgirtin. Meßa ku tê de Hûnermend bi sazên xwe, sportemen-jî, bi kincên xwe yên sporê ve tevlê bibûn, bi stranên berxwedanê geß bû. Meßa Kurdistaniyan ji alîyê gelê :Alman û bîyanîyan ve-jî, bi baldêrî hate temaßekirin. Her wiha zarokên Kurd ku bi kincên xwe yên netewî tevli meßê bibûn, gulên sor dan destên almanên ku bi baldarî li meßê temaße dikirin. Gelek Sazî û dezgehên wek: Kongreya Netewîya Kurdistan KNKê, Parlamentoya Kurdistan li Derveyî Welat PKDWê, Enîya Rizgarîya Netewa Kurdistan ERNKê, Akademîya Çand û Hûnera Kurd û Konfederasyona Komeleyên Kurd li Ewropa KON-KURDê, ji meßê re, peyamên ji bo aßtî û biratiyê ßandin. Meß bi mitîngehê bi dawî bû. [CTV141] Li Mêrdîn, malbateke diçû rezê xwe, ji aliyê leßkerên Tirk ve hat gullebaran kirin... Li navçeya Mêrdîn Kerboranê, malbateke diçû rezê xwe, ji aliyê leßkerên Tirk ve hat gullebaran kirin... Li gorî agahiyên nûçegîhanê me yê li herêmê; Malbata Taß ku 7 kes bûne, pêr xwestine biçin rezê xwe, ji aliyê leßkerên artêßa tirk ve têne gullebarandin, di encamê de Ihsan Taßê 16 salî, birîndar bû. Leßkerên artêßa tirk malbata Taß tehdît kirin ku di îfadeya xwe de bêjin; li herêmê komeke terorîst hebû. Ew û leßkeran ketin nava ßer. Em-jî di wê demê de birîndar bûn. Me, yên gulleberdan, nedîtin. Di vê navberê de, Ihsan Taß ku di encama gullebarandinê de birîndar bûbû, berê rakirin nexweßxaneya navçeyê û dûre ji bo dermankirinê radikin nexweßxaneya dewletê ya Mêrdînê. Nißtecihên navçeyê diyarkirin, ku leßker û cahß wan tehdît dikin û wiha gotin; "em nikarin bi hêsanî biçin bax û rezên xwe, lewma rewßa me ya aborî nebaße. Di derbarê vê rewßê de me bi faksê serî li walitiya Mêrdîn da, lê belê ji me re ti daxuyanî neda. [CTV142] Gundiyên gundê Zîrant ya girêdayî Navçeya Amed ... Gundiyên gundê Zîrant ya girêdayî Navçeya Amed Licê ku gundê wan ji alîyê leßkerên Tirk ve hatîye valakirin, serî li Walitiyê û IHDê dan, daku destura hilandina çandiniyên wan were dayîn. Ji aliyeke din ve, gundîyên gundê ßixika ya girêdayî Navçeya Batman Qebilcewzê ku vegeryabûn gundên xwe, leßkerên Tirk çandiyên wan ji axê derxistin û xwestin koç bikin. Gundê Zîrant ya Girêdayî navçeya Amed Licê, ji aliyê Fermandarê Tabûra Lice ve, hati bû valakirin û gundî-jî, neçar mabûn ku li gundê Çalubak bi cîh bibin. Gundiyên gundê Zirantê ku dixwestin ji bo çandinîyên xwe vegerin gundê xwe, ji alîyê leßkerên Tirk û cahßan ve, hatin asteng kirin û vegerandin. Gundiyên gundê Zîrantê, serî li Valîtiyê û IHDê dan, ji bo ku destûrê bide wan da ku karibûn bênderên xwe rakin Gundiyan dîyar kirin ku eger ji bo vekê nikaribin destûrê wergirin, ewê ji aliyê aborî ve perîßan bibin. Li hêla din, gundiyên gundê Licê ku gundên van ji alîyê leßkerên Tirk ve hatine vala kirin bi destur ji bo hilandina çandiniyên xwe vegerya bûn gundên xwe. Lê belê, pê hisiyan ku ku çandiniyên wan ji alîyê leßkerên Tirk ve, hatine ßewitandin. Li gorî agahiyên bi destketine, leßkerên girêdayî fermandarîya tabûra Cenderme ya Licê, êriß birine ser gundê Kiralan ku ev gund ji ber ßerekî ku di meha gulanê de qewimîbû, hatiye tawanbarkrin û ji ber vê yekê hatiye valakirin. Hate zanîn, gundîyên ku bi armanca hilandina çandinîyên xwe vedigarîyan gund, rastî lêdan û çewsandina leßkerên tirk hatine. Hate diyarkirin ku di nav gundiyan de kesên lêdan xwarine, mirovên kal jî hebûne. Hate hîn bûn ku zevîyên Genim û Ceh yên gundîyan ji aliyê leßkerên Tirk ve, hatine ßewitandin. Ji aliyê din ve gundîyên gundê ßixika ya girêdayî Navçeya Batman Qebilcewzê ku vegeryabûn gundên xwe, leßkerên Tirk çandiyên wan ji axê derxistin û xwestin koç bikin. Hêzên Artêßa Tirk, zor li gundîyên gundê ßixika kiri bûn da ku bibin cahß. Gundîyên Kurd di sala 1993 na de, neçar mabûn ku gundê xwe vala bikin. Di van demên dawî de, gundî ji bo çandinîyên xwe vegerya bûn gundê xwe. Lê belê di 14ê Tîrmehê de, leßkerên Tirk êriß birin ser gund û bi wesayîtan ketin nava zevîyên tutinê û hemû tutina wan ji axê derxistin. [CTV143] Partiya Jinên Karker ên Kurdistan PJKK bû fermî Komîteya Navendî ya PJKK'ê, îro bi daxuyaniyekê diyarkir ku Yekîtiya Azadiya Jinên Kurdistanê, di kongreya duyemîn ya sazkirinê de, gihîßtine biryara fermîbûna PJKK'ê. Di danezana sazkirinê de tê gotin; PJKK li hemberî polîtîka qirkirinê ya li ser gelê Kurd, bersîva azadiyêye. Yekîtiya Azadiya Jinên Kurdistanê YAJK bi tevlîbûna 130 endaman, di duyemîn kongreya sazkirinê de gihîßtiye biryara partîbûnê. Di derbarê encamên kongreyê de, îro daxuyaniyeke nivîskî hat dayîn; di kongreyê de biryar hat girtin ku navê YAJK'ê jî êdî dibe; Partiya Jinên Karker ên Kurdistan PJKKe. Di daxuyaniyê de tê gotin; PJKK di çarçoweya perspektîfên serokê gißtî yê PKK'ê Abdullah Ocalan bûye partî. PJKK, azadbûyîna jina Kurd bi girêdan û dilsoziya bi Ocalan re dipîve û dibêje; Ocalan him ji bo jinê û hem jî ji bo zilam di nava jiyana azad de nûnerê berbiçav yê mirovê azad e. Di daxuyaniyê de pirsgirêkên bingehîn ên li pêßiya xebatên azadiyê yên jina Kurd wiha têne rêzkirin; Navendîbûyîn û pêßengî, rêxistinkirin û nêzîkbûna kadro, jiyana azad û veguherandina zilam. Her wiha PJKK ji bo çareseriya pirsgirêkan rêzek biryar girtin. PJKK'ê weke wezîfeya yekemîn, xebata Navendîbûyînê bi awayekî Biryargeha leßkerî daniye pêßiya xwe. PJKK'ê di dawiyê de diyarkir ku nûnera esasî ya aßtiyê jin e. [CTV144] Serokê HADEPê ßaxê Navçeya Amedê ku ewê bikevin nava hewldanên pêwîst Serokê HADEPê ßaxê Navçeya Amedê Zekî Doßrul, li ser zêxtên ku van rojên dawî li ser wan zêde bûne got, ku ewê bikevin nava hewldanên pêwîst. Zekî Doßrul da zanîn, ewê dev ji bûyera xwe-kußtina keça kurd Medîne Oncel bernedin. Medîne Oncel berî demekê ji ber tirsa bin çavkirinê, xwe ji qata 7an avêtibû û di encama bûyerê de jiyana xwe ji dest dabû. Serokê HADEPê ßaxê navçeya Amedê Zekê Doxrul da zanîn, pißtî Oncel xwe kußt, gelek kes têne serdana malbata wê. Doßruel da zanîn ku wan detayên Bûyerê ji ji Malbata Oncel guhdarî kiriye û got: Ev bûyereke pir xerab e. Doßrul bi bîr xist ku Oncel gelek caran dihate serdana partiya wan û got: Ew xwedî kesayetiyeke dilovan bû û gelek caran hatibû binçavkirin. Di êrîßa dawî ya ser mala wan de, ji bo neyê binçavkirin, xwe kußt. Ev jî nîßan dide ew di binçav de rastî helwestên çawa hatiye. Doßrul wiha dom kir; 'partî ji bo ku hemû berpirsiyarên vê bûyerê bibînin, wê serî li her rêyê bide.' Serokê HADEPê ßaxê navçeya Amedê Zekî Doßrul herwiha bal kißand ser binçavkirinên ku li pey êrîßên ser malên endamên komisyona ciwanên HADEPê pêk hatine, û got li ser vê yekê wan bi navgîna parêzeran serî li dozgeriyê daye, lê belê dîsa jî di barê ciwanan de ew têr ne hatine agahdarkirin. [CTV145] Li ser ßiyarkirina Walîtiya Amedê, 35 mamosteyên ... Li ser ßiyarkirina Walîtiya Amedê, 35 mamosteyên li dersxaneyan wezîfe dikin, bi bahaneya xeterin, ji kar hatin avêtin. Rayedarên Egitim Sen ßaxê Amedê di derbarê mamosteyan de ku li gorî qanûnên rewßa awarte ji kar hatin avêtin, daxuyaniyek da û diyar kir ku ev bûyer nayê qebûlkirin. 35 mamosteyên ji kar hatin avêtin li dadgeha îdarî ya Amedê gilî kirin. Rayedarên Egitim Sen ßaxê Amedê diyarkir ku bi destpêkirina wezîfê ya Walî Nafiz Kayali, di van 2 salên dawiyê de, li Amedê qasê 60 mamoste li gorî qanûnên Rewßa Awarte ji herêmê hatin koçberkirin. Rayedarê ßaxê gotin; pißtî koçberkirina mamosteyên li dibistanên dewletê, niha heman zext û zordestî li ser mamosteyên dersxaneyên taybetî jî tê kirin. Serokê gißtî yê Egitim-Senê Kemal Bal jî diyarkir ku koçberkirina mamosteyên li herêmê kirineke kêfiye. Kemal Bal ku li herêmê lêkolînan dike diyarkir ku li herêmê mamoste gelekî kêmin, lewma koçberkirina mamosteyan ne mumkîne were ßîrovekirin. Bal di vê çarçoweyê de wiha got: em dixwazin ên hatine koçberkirin paßve werin anîn, yan na wê bi gelek cureyan çalakiyên ßermezarkirinê werin lidarxistin. Di rojên derbasbûyî de li Amedê, ji bilî derxaneya Sûr ku bi nêzîkbûna xwe ya Fethullah Gulen tê naskkirin, walîtiyê, ji dersxaneya Sinav, Seçenek, Iletißim, Yontem, Sistem, Diyarbakir, Karacadax, Hamle, Sozel û Tek Çozum 35 mamoste ji kar avêtin. Walîtiyê sedema ji kar avêtinê ya mamosteyan bi nivîsekê ji derxaneyan re ragihand. Di nivîsê de wiha tê gotinn; di encama lêkolîna walîtiya me de navê kesê derbas dibe ne li cihe ku li derxaneya we bixebite. [CTV146] Fikara ewlekariya jiyanê ya spormendên biçin Tirkiyê, berdewam dike Pißtî daxwaza parastinê ya avjênên Italî, vê carê-jî rokortmena cîhanê -avjêna Alman bê-biryare ka wê biçe Tirkiyê an na. Avjêna alman ku plankiriye roja 22 Tîrmehê li Stenbolê tevlî ßampyona avjêniya Ewropayê bibe, fikarên xwe anî ziman. Rêkortmena cîhanê Sandra Völker daxûyaniyek da rojnama Alman Frankfurter neue Presse û wiha got: Eger ez xwe di ewlebûnê de hîs nekim, dibe ez vegerim." Rekortmenek din ya Alman -avjên Franziska van Almsick-jî wiha got: Eger atmosfer bi aloz bibe, ezê vegerim malê." Di vê navberê de, kluba tennisê ya zarokên Swêd-jî biryar da ku tevlî turnuva tennisê ya zarokên Ewropa nebin. Hate diyar kirin, li ser daxwaza malbatên zarokan, ev biryar hatiye girtin. Li aliyê din, taximê Futbolê a netewî ya Ozbekistanê ku ji bo programa kampek 10 rojan ji aliyê tirkiyê ve hatiye vexwendin, da zanîn ku ewê neçe vî welatî. Di daxûyaniya nivîskî ya End Tur de ku program amade kiriye tê îddîa kirin ku taxima futbolê ya netewî ya Ozbekistanê ji ber pirsgirêkên navxweyî yên li Tirkiyê, programma kampê betal kiriye. Çawa tê zanîn, di hewldana suikasta li dijî serokdewletê Ozbekistan Islam Kerimov de navê istixbarata Tirk MIT-jî derbas bû û lewma di navbera herdû welatan de krîz derketibû. [CTV147] Amed ji aliyê hejmara dosyayên ku li DGMyan tên ... Amed ji aliyê hejmara dosyayên ku li DGMyan tên rawestandin û ji aliyê dosyayên kiryarên wan ne-diyar, di rêza yekem de ye. Li gorî lêkolînekê li dadgehên DGMê yên li Kurdistan û Tirkiyê 18 hezar 390 dosyayên kiryarên wan nediyar hene, lê belê ji van dosyayan 10 hezar 981 dosya li DGM"ya Amedê ne. Li gorî lêkolîneke ku di rojnameya Milliyetê de hatiye weßandin, ji dadgehên DGM yên 8 bajaran ya herî zêde dosya kiryarên nediyar li DGMeya Amedê ye. Di lêkolîna rojnameyê de tê gotin bi qasî 10 hezar û 981 dosay bûyerên faîlî wan nediyar li DGMeya Amedê ye û bi 3 hezar 126 dosya DGMeya bajarê Wanê di rêza duyemîn de ye. Di rêza seyemîn de Erzirom, di rêza çaremîn de-jî DGMeya bajarê Meletiyê ye. Hêjmara dosyayên li DGMeyên çar bajarên mezên yên Tirkiyê, bi qasî 953 dosya ye. Li gorî lêkolînê ji ber ku faîlên wan nayên dîtin van dosyayan di refên dolaban de têne girtin. Dîsa li gorî heman lêkolînê hêzên ewlekariyê yên Tirk heta niha faîlên 20 bûyerên faîlên wan nediyar yên DGMeya Amedê derxistine holê. Bi gißtî li Tirkiyê sedî 81.5 dosyayên, ku kiryarên wan nediyarin li DGMeya Amedê ne. Di nava van dosyayan de bi piranî dosyayên li ser bûyerên rewßenbîrên kurd yên weke Musa Enter, Wedat Aydin û Mehmed Sincar hene. [CTV148] Baroya Stenbolê, Navenda Mafê Parêzeran saz kir Di van rojên dawiyê de, ji ber ku êrîßên li hemberî avûkatan zêdebûn, baroya Stenbolê, Navenda Mafê Parêzeran saz kir. Li vê navendê, ku qasî 35 parêzer dixebitin, ji bilî parastina mafê parêzerên êrîß li wan hatiye kirin, wê di derbarê pirsgirêkên pîßeyî de mijûlî hebe. Berpirsiyara Navenda Mafên Parêzeran, avûkat Demet Tuna Aral bi munasebeta vekirina navendê axaftinek kir û wiha got: "Em dixwazin hevalên me yên parêzer bizanibin ku ew ne bi tenê ne, em dixwazin bi karê xwe parastinê biparêzin. [CTV149] Ji jiyana kure serokê berê yê Emerîka John F. Kennedy hêvî hate birîn John F. Kennedyê 39 salî, dema bi jina xwe û baldûza xwe re bi balafirekê li ser rêya girava Martha's Vineyardê bû ku dikeve Bakurê-rojavayê Emerîka, wendabû. Li nêzîkî giravê li cihê qezayê li gel ku ßert pirr zehmetin-jî xebatên lêgerînan berdewam dikin. Rayadaran dan zanîn, ku ew xebatên xwe yên lêgerînê berdewam dikin. Hêzên deryayî yên hewayê û hêzên ewlekariyê yên peravan dan zanîn, ku pißtî bûyerê hin bermayî hatine dîtin. Lê belê, cesedên 3 kesên ku di balfirê de bûne, hîn ne hatine dîtin. Di serî de, çenteyê baldûza Kennedy Lauren Bessette, tekereke balfirê, balgî û hin parçeyên din di nava avê de hatine ditîn. Pißtre-jî qutiya dermanên jina Kennedy Carolyn û çenteyê makyajê hatin dîtin. Amîralê hêzên ewlekariyê yên peravên Emerîka Richard Larrabee got: 'ji xwedê hêvî nayê qutkirin. Emê xebatên xwe yên lêgerînê berdewam bikin. Berê di rewßên wiha de, lêgerînan bi qasî 3, 4 rojan berdewam dikirin. Em dua dikin û çi ji destên me were emê bikin.' Kennedy, jina xwe û baldiza xwe ji bo ku herin dawetekê bi balafireke yek motor ketibûn rê. Dema hate bihîstin ku balafira wan winda bûye, dawet hate betalkirin û malbata Kennedy jî heta serê sibê dua kirin. Kennedy, eßi ve baldßzß, kaza meydana geldißinde, Piper Saratoga tipi tek motorlu uçakla Kennedy"in kuzeninin Martha"s Vineyard"daki düßününe gidiyordu. Uçaßßn kayboldußu haberi üzerine düßün iptal edildi ve Kennedy ailesi, geceyi dua ederek geçirdi. Kurê yek ji serokê berê yê Emerîka John F. Kennedy ku navî wî-jî eynî ye, di balafirekê de, li nêzîkî girava Long Islandê wenda bû. Ev bûyer, bû xeleka dawî ya rêze-felaketên ku hatine serê vê malbata bêßans. Hin bûyerên ku hatine serê vê malbata belkî jî herî navdar û herî bêßens ya Amerîka ev in. Serokê Emerîka yê berê John F. Kennedy, di sala 1963an de di encama suîqestekê de li bajarê Dallasê jiyana xwe winda kir. Joseph Kennedy, birayê herî mezin yê serokê berê yê Amerîka ku pîlotê hêzên deryayî bû, di ßerê duyemîn yê cîhanê de dema balafira wî di ser Ewrûpayê re difiriya, hate xistin û tê de jiyana xwe ji dest da. Robert Kennedy, birayekî din ê serokê berê yê Amerîka, çend meh beriya hilbijartinên sala 1968an ku wê demê di partiya demokrat de namzet bû, li Los Angelesê, li otelekê di encama êrîßeke çekdarî de hate kußtin. Kurê Robert Kennedy, Michael Kennedy, roja beriya sala 1997an dema spora ßemtonekê dikir li darekê ket û mir. Birayê Michael Kennedy, David Kennedy di sala 1984an de li otêla ku lê dima, di encama kißandina eroîn zêde, ji vê jiyanê koç kir. Dayika John F. Kennedy ku balafira wî winda bûye, Jacqueline di sala 1984an de bi nexweßiya penceßêrê mir. Birayê herî biçûk yê serokê berê yê Emerîka, Edward Kennedy û sekretera wî Mary Jo Kopechne ku di nav têkiliyên gayrî meßrû de bûn, dema di otomobîlekê de bûn firiyan nava deryayê. Di vê qezayê de Edward Kennedy hate rizgarkirin, lê belê sekretera wê fetisî. Kennedy Edwardê, ku wê demê weke birayê xwe yê mezin, hebû ku ji bo serokatiyê bihata hilbijartin, bi wê qezayê re, ßensê xwe serokatiyê winda kir. [CTV150] Li zindanên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê ku bi sedan ... Li zindanên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê ku bi sedan dîlên ßer jiyana xwe ji dest dane, niha-jî ßiyarî tê dayîn ku eger bi sedan dîlên ßer neyên dermankirin, wê jiyana xwe ji dest bidin. Wezareta Dadê ya dewleta Tirk, plan dike di sala 2000î de 8 zindanên tîpa F biqedîne û li zindanên tîpa E û zindanên taybetî sîstema hucre bide meßandin. Tê diyarkirin ku bi vê hewldana dewleta Tirk, wê careke din pirsgirêka zindanan bibe pirsgirêkek xetimandî. Rêxistinên Civakî yên sivîl diyar dikin ku eger li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê qasê 562 zindan, derfet û îmkanên wan neyê sererastkirin, wê di rojên pêß de rê li ber tengezariyên nû vebike. Her wiha tê gotin; li zindanan rojiya mirinê destpêkirine di serî de pirsgirêkên tendurustiyê, tijîbûna koxußan, kêmbûna wezîfedaran, cihguhertandina kêfî, astengkirina hevdîtina avukat û malbatan û gelek pirsgirêkên din. Di van 10 salên dawiyê de, ji ber nexweßiyên Hepatit-B, Tuberkuloz û nexweßiyên Ta'yê bi dehan girtî jiyana xwe ji dest dan, niha jî bi sedan girtî, bi heman nexweßiyan li ber mirinêne û eger neyên dermankirin, wê bi heman aqîbetê re, rûbirû bimînin. Li gorî Komisyona Komeleya Mafê mirovan a IHD'ê ya zindanan dißopîne; di lêkolîna li 34 zindanan de bi sedan girtî bi nexweßiyên girîng ketine û divê werin dermankirin. [CTV151] Li Tirkiyê Kedkar û karmend îro-jî li meydanan bûn Li Tirkiyê karmendên dewletê ku doh li Stenbolê, weke ceribandinek greva gißtî; pêßniyaz qanûna reformê ya ewlekariya civakî û zama kêm a heqdestan, ßermezarkirin. Çalakiyên karmend û kedkaran berdewam dikin. Kedkar û karmend îro-jî bi sloganên; "greva gißtî, berxwedana gißtî", di serî de li Enqere û Edenê, li gelek cihan li meydanan bûn. Karker û karmendên dewletê, îro danê nîvro, li meydana Enqere Qizilayê kombûn û sloganên weke; dest nedin kar û rizqê me. Em desthilatiya we bi serê we di bînin xwarê, avêtin û parnkartên li ser; greva gißtî, berxwedan gißtî, nivîsandî hilgirtin. Nûnerê DISK'ê yê Enqerê Tayfûn Gorgun, li vir axaftinek kir û got: pêßniyaz qanûna ewlekariya civakî, ne xwedî taybetiyeke reformaye, Xizmet û heqdestê teqawîtan diyare. Ev derfet û îmkan ne cennetin, eger hebe bi xwe cehenneme.' Berdevkê demê yê Memûr Senê Alî Haydar Tûg jî diyarkir ku ew zemma ji bo heqdestên karmendan qebûl nakin û xwest ku zem û mafên civakî li gorî ßerefa mirov be. Li Edenê meß û mîtînga hat lidarxistin, li ber 40 derece germê pêk hat. Karmend û karkerên li ber parka Mîmar Sînan kom bûn, heta meydana Ugur Mumcu meßiyan. Di dema meßê de hin karkeran kefen li xwe kirin û darbesta li ser; eger bijiya wê teqawît bûbûna, nivîsandî hilgirtin. Serokê gißtî yê DISK'ê Vahdettin Karabey di mîtîngê de axaftinek kir û wiha got: ji kesên di ßevekê de bi triliyonan didizin, çavên xwe digirin û ji karkeran re jî ßerpeze bûnê pêßniyaz dikin, çavkaniyên welat û gel ji hin kesan re têne pêßkêßkirin. Serokê gißtî yê KESK'ê Siyamî Erdem jî wiha got: desthilatiya siyasî, çi demê behsa reforman bike, ji binî, polîtîkayên talanker ên zirarê didin kedkaran derdikevin. [CTV152] Li Ewrûpayê rawestandina weßanên TRT INT ên bi kabl berdewam dike ßîrketa Tele-komunikasyona dewleta Swêd-Telîa, biryar girt ku ji 1ê îlonê û pêde, weßana kanala dewleta Tirk TRT-INT, ji kabloyê derxînin. ßîrketa Swêd, weke sedem; kêmbûna abone û qezenca hindik nîßan da. Li Ewrûpayê rawestandina weßanên TRT INT ên bi kabl berdewam dike. Kanala Dewleta Tirk TRT INTê, vê carê jî li swêdê, weßanên wê tên birîn. ßîrketa Telekomînikasyona dewleta Swêd-Telîa, mafê weßanê ku di sala 1997 an de dabû TRT INTê, biryar girt ku ji 1ê îlonê û pêde, weßana kanala Tirk TRT INTê, ji kablê derxînin. Rayadara ßîrketa Swêd Katarîna Gustafsson da xûyakirin ku mafê weßanê heta 31 meha Tebaxê dabûn kanala dewleta Tirk TRT INTê. Her wiha pißtî 31ê Tebaxê ew mafê weßana kanala dewleta Tirk, dirêj nakin. Gustafsson, qutkirina weßana kanala Tirk TRT INTê, bi aboneyên kêm û qezenca hindik ve girêdide. Berîya çend rojan, li Belçîkayê-jî, mijara derxistina weßana kanala Dewleta Tirk TRT INT ji kablê, hatibû rojevê. Dîrektorê ßirketê Hugo Fan Rompay jî li ser mijarê daxuyaniyek dabû û gotibû: Em ne alîgir in ku cihê weßanê bidin rejîmeke ku ji hin aliyan ve serî li pêkanînên faßîst dide. [CTV153] Balafirên ßer yên îsraîlê, êriß birin ... Balafirên ßer yên îsraîlê, êriß birin ser çepereke gerîllayên Hîzbullahê yên li Baßurê Lubnanê. Li gorî ßahidên bûyerê, balefirên ßer yên îsraîlê, li herîma Vadî Zelayayê du roket avêtine ser çeperên hûzbûllahê. Çavkaniyên herêmî, bi bîr xistin ku gerîlayên Hîzbûllahê beriya çend rojan li baßûrê Lubnanê bi hewanan ve êriß birine ser nokteyên kontrolê yên leßkerên îsraîlî, ji ber vê yekê heye ku îsraîlê jî bi armanca tolhildanê ev êrîßa dawî pêkanîbe. Heta niha tu agahî ne hatin bidest xistin ka di êrîßa dawî de kes hatiye kußtin an jî birîndarkirin. Li aliyê din li gorî daxuyaniya nivîskî ya ji aliyê Hêza Parastina îsraîlê ve hate weßandin, 'Balefirên ßer yên îsraîlê, li hemberî gerîlayên Hîzbûllahê operasyonek lidarxistiye û balefirên ku tevli Operasyonê bûne, beyî ku zererê bibînin vegeriyane baregehên xwe'. [CTV154] Hevdîtinên aßtiyê yên Kolombiya cara duyem hatin paßve xistin... Li gorî agahiyan; li Kolombiya, hevdîtinên aßtiyê yên di navbera hukûmetê û gerîllayên FARK'ê de, ku dihate hêvîkirin pêk bihata, cara duyem hatin paßve xistin. Ji navbeynkarê hukûmetê Fabio Valensia, sedema paßvexistina hevdîtinên ku wê dawî li ßerê 35 salan bîne, wiha anî ziman; "aliyan li ser rol û endamên tevlî komisyona navnetewî ya beßdarî hevdîtinan bibe li hev nekirin. Her wiha Valencia diyarkir ku ji bo nûnerên her du aliyan mijarê ji nû ve guftûgo bikin wê di 30 Tîrmehê de careke din werin cem hev. [CTV155] Doh yek ji xwepêßandanên herî mezin yên li dijî ... Doh yek ji xwepêßandanên herî mezin yên li dijî serokdewletê Yugoslaviya Slobodan Milosevîç, ji aliyê partiyeke muxalefetê ve hate organîze kirin. Serokê muxalefetê Vuk Draskovic tevlî çalakiyê bû û ji bo hilbijartinên pêßwext bang kir. Bi hezaran kes li Kragujevacê ku dikeve baßûrê paytexta Yugoslaviya Belgradê, li dijî hukumetê slogan avêtin û xwestin ku serokdewlet Slobodan Miloseviç istifa bike. Hate diyar kirin ku çalakiya doh ji aliyê serokê muxalefetê Vuk Draskovic ve hate organîze kirin. Cara yekemîne ku Drasovîc çalakiyeke protestoyê li dijî hukumetê dide li dar xistin. Xwepêßandana doh herwiha di nav çalakiyên protestoyî yên li dijî Mîlosevîç de ya herî mezin û bi heybet bû. Xwepêßandanên beriya niha, di bin sîwana gelek partiyên muxalefetê, ji aliyê ittifaqa guhertinê ve hatibûn organîze kirin. Di vê navberê de, polêsan imzekirina daxwaznameya ji bo istifakirina Miloseviç qedexe kirin. Tê diyar kirin ku heta niha 200 hezar kesî îmze avêtiye ser vê daxwaznameya ji aliyê ittifaka Guhertinê ve hatiye amadekirin. [CTV156] Amadekariyên Festîvala 3. mîn ya Mazlûm Dogan a Sporê ya ciwanan, destpêkirin... Festîval her sal di meha Tebaxê de tê organîzekirin. Di vê festîvalê de ji gelek welatên Ewropa, ciwanên Kurd, di beßên curbecur yê sporê de hunerê xwe nîßan didin. Ji bo Festîvalê, serlêdan di 7ê Tebaxê de bi dawî bibin. Amadekariyên Festîvala 3;mîn a Mazlûm Dogan a Sporê ya ciwanan li bajarê Hollanda destpêkir. Festîval weke her salê wê îsal jî dîsa di meha Tebaxê de were lidarxistin. Di festîvalê de wê sporên weke; tenîsa masê, bîlardo, boks, Kîk boks, karate, jûdo, tekwando, gulaß, kevirêqewetê, cirîd, dîsk, xwe çengkirin, beza ji 100 metro heta çar sedî û 800 metro, nîv maraton, beza alê û xwepêßandanên akrobatîk, hebin. Komîteya amadekar diyarkir ku ji bo festîvalê serlêdana dawî di 7ê Tebaxê de ye. Komîteya amadekar ji bo serlêdanê xwest ku kesên beßdar bibin; agahiyên di warê nasnameya xwe de, navnîßana xwe û 2 fotografên wesîqa ji adresa Post 168 4330 AD Middelburg Hollanda re bißînin. Her wiha Komîteya amadekar ji bo festîvalê wiha got: 'Ev festîval organîzasyoneke wihaye, ciwanên Kurdistanî ji bo dilsoziya xwe ya bi serok Apo re bi qîrin û ji bo yekîtiya xwe rê dost û dijmin bidin, tê pêk anîn.' [CTV157] Balafirên ßer yên artêßa Tirk Rojhilatê Kurdistanê dan ber bombeyan Di vê êrîßê de baregeheke leßkerî ya Iranê û hedefên sivîl hedef hatin girtin. Di encamê de leßkerek û 4 sivîl hatin kußtin, 3 leßker û 10 kes-jî birîndar bûn. Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Iranê IRNA, balafirên ßer yên hêzên hewayî yên Tirk, doh serê sibê li herêma rojhilatê Kurdistan Pîranßahr bombe barandin. Di êrîßê de 4 sivîl û leßkerek hatin kußtin, 7 sivîl û 3 leßker-jî birîndar bûn. Waliyê vilayeta Azerbaycanê Mahmut Mirlohi di derbarê êrîßê de daxûyaniyek da û got, 4 balafirên ßer yên Tirk 2 fuze avêtin ser konên koçberên herêmê û fuzeyek-jî avêtin ser baregeheka leßkerî ya Iranê. Çavkaniyên nûçeyan yên serbixwe-jî ku bûyerên li herêmê dißopînin dan zanîn, di êrîßê de ku doh serê sibê derûdora 04"an pêk hat, balafirên ßer pêßî li 2 deverên cûda li konên koçberan xistine. Heman çavkaniyan diyar kirin, di êrîßa yekem de, 2 zarok û jinek hatin kußtin. Di vê navberê de, balafirên ßer yên Tirk ku rastî bersiva muhafizên ßoreßa Iranê hatin, pißtî demekê dîsa vegeriyan herêmê û baregeheke leßkerî ya Iranê dane ber bombeyan. Çavkaniyên herêmî dan zanîn, di êrîßê de kumandarekî payebilind hatiye kußtin, lê belê di derbarê hêjmara birîndaran ti agahî negirtine. Wezîrê parastina millî ya Tirk, Sabahatîn Çakmak di der barê mijarê de ne xwest tu daxuyanî bide û diyarkir ku bûyer ji aliyê wan ve tê lêkolînkirin. [CTV158] Rêvebiriya Tehranê li dijî êrîßa hewayî ya balafirên ßer ên artêßa Tirk nerazîbûneke tund nißan da Rayedarên wezareta karê derve yê îranê sefîrê Tirkiyê yê Tehranê anîn avahiya xwe û jêre dan zanîn, ku ewê mafê xwe yê bersîvdayînê biparêzin. Berdevkê wezareta karê derve ya îranê Riza Asefî bi daxuyaniyeke fermî diyarkir, ku balafirên ßer yên Tirk axa îranê binpê kirine, û wiha got'ji bo vê binpêkirine, tu sedemeke mafdar tune û ev yek nayê efûkirin. Di vê navberê de, wezareta karê derve ya îranê doh êvarê gazî sefîrê Tirkiyê yê Teheranê Maslahatguzari Aykut Sezgin kir. Hate diyarkirin, ku berpirsiyarê rojavayê Asya yê wezareta karê derve ya îranê ji rayedarê sefareta Tirk re got, ku mafên wan yên bersîvdayînê heye û berpirsiyarê vê yekê jî wê Tirkiye bi xwe be. Heman rayedarî ji Tirkiyê daxwaz kir, ku lêborîneke fermî ji îranê bixwaze û li hemberî vê êrîßê tazmînatê bide. Sefîrê Tirkiyê yê li Tehranê li hemberî bûyerê îdîa kir ku pir xemgîne . Serokatiya Fermandariya gißtî ya îranê-jî da zanîn, ku êrîß li dijî peymanên navnetewiye û herwiha li hemberî prensîb û rêgezên cîrantiyê ye. Serokatiya Fermandariya gißtî ya îranê di belavokekê de bi bîr xist ku mafên wan yên bersîv dayînê heye û wekî din wiha got: 'ji encamên vê yekê-jî wê dewleta Tirk berpirsiyar be.' Di belavokê de, herwiha bang li hêzên navnetewî tê kirin ji bo li bûyerê bikolin û gotinên xwe berdewam kirin. 'Dewleta Tirk divê di bin tesîra siyonîstan de nemîne. An na evê zirarê bide her du welat û gelên wan. [CTV159] Wezîrê karê derve yê Elman biçe Tirkiyê Wezîrê karê derve yê Elman Joschka Fischer wê roja çarßemê biçe Tirkiyê Fischer wê bi serokkomar û serokwezîrê Tirk re were cem hev û ji wan bixwaze ku cezayê di derbarê serokê gißtî yê PKK Abdullah Ocalan de bi cih neyê anîn. Di vê navberê de, qasî 30 rêxistinên sivîl yên Elman belavokek weßandin û dan zanîn, çareseriyek aßtiyane ji bo pirsgirêka Kurd wê rêya Tirkiyê ya ji bo Yekîtiya Ewropayê, vebike. Wezîrê karê derve yê Alman Joschka Fischer ku wê cara yekem biçe serdana Tirkiyê, wê hevdîtinên xwe de bi giranî li ser rewßa serokê gißtî yê PKK Abdullah Ocalan raweste. Fischer digel ku Tirkiye protokola 6"an ya peymana mafên mirovan ya Ewropayê ya li dijî cezayê dardekirinê, imze nekiriye, wê jê bixwaze ku cezayê îdamê li hemberî Ocalan pêk neyne. Fischer bi mijara Ocalan ve girêdayî, wê herwiha li ser mijarên binpêkirina mafên mirovan û azadiya ramanê jî raweste. Wezîrê Alman ku wê bi heyeteke ji 10 kesan roja Çarßamê biçe Stenbolê, wê bi wezîrê karê derve yê Tirk Ismail Cem, sefareta Almanya ya Stenbolê û bi karmendên Tirk re hevdîtineke taybetî pêk bîne. Serdana fermî ya Fischer wê di 22ê Tîrmehê de li Enqerê destpê bike û di heman rojê de bi dawî bibe. Fischer wê li Enqerê bi serokkomar, serokwezîr û bi wezîrê karê derve re bikeve nav danûstandinan. Di vê navberê de, rêxistinên civakî yên alman ku di navê de herwiha medico international û IPPNW-jî hene bi sernivîsa "Çareseriyeke aßtiyane ya pirsgirêka Kurd wê rêya Tirkiye ya ji bo Yekîtiya Ewropa" vebike, belavokek weßand. Rêxistinan, soza hukumetê ya "ewê dest bi inisiyatîfa navbeynkariyê" bikin ku di payîza sala derbasbûyî de dabûn bi bîr xistin û jê daxwazkirin ku soza xwe bi cîh bîne. Di daxûyaniyê de tê xwestin ku Fischer daxwaza aßtiyê ya serokê gißtî yê PKK Abdullah Ocalan bîne ziman û hate bi bîr xistin ku ji bo dawîanîna ßer, ev pêvajo, fersendeke baß e. [CTV160] "Mahkemekirina li Imralî bi temamî formalîte bû" Ji avûkatên serokê gißtî yê PKK Abdullah Ocalan, Ercan Kanar diyar kir ku, mahkemekirina li Imralî bi temamî formalîte bû û hemû biryarên di vê pêvajoyê de hatin girtin, beriya niha ji aliyê otorîteya leßkerî ve hatibûn dayîn. Kanar da zanîn, encama dozê hê ji destpêkê ve diyar bû û heyeta dadgehê bêyî kudosya dozê bixwîne, dest bi dozê kiriye. Ji avûkatên serokê gißtî yê PKK Abdullah Ocalan Ercan Kanar di civîneke çapemeniyê de ku li paytexta Swêd Stockholmê hate organîze kirin, got, encama dozê hê ji destpêkê ve diyar bûye. Kanar diyar kir, heyeta dadgehê bêî ku dosyaya dozê ya ji 45 klasoran pêk tê bixwîne, dest bi dozê kiriye û herwiha Ocalan ji ber bûyerên ku hêzên dewletê pêk anîne-jî hatiye mahkeme kirin. Kanar da zanîn, raya gißtî ya Ewropa di derbarê dozê de xwedî agahiyên kêm û ßaße û wiha got: Ji destpêka vê pêvajoyê û vir ve, hemû prensîbên hûqûqê hatine binpêkirin." Ercan Kanar ku got, doza sedsalê wê weke mînaka herî berbiçav ya cûdakirina mahkemkirinê di dîroka hûqûqê re derbas bibe, û wiha axivî; "Pißtî 5-10 salan wê di fakulteyên hûqûqê de, cûdabûna hûqûqê ya vê dozê weke ders were dayîn. Kanar got, li dijî hemû bûyeran Ocalan mesajên xwe yên ji bo aßtiyê didomînin û bal kißand ser helwestên li dijî vê yekê ku neyîne û fikarên xwe yên ji ber pêkanîna dardakirinê anî ziman. Kanar da zanîn, di roja destpêkê ya dozê de, wî xwe ji rûnißtinan paßve kißandiye û ji ber ku xwe ji avukatiya parêzeriyê paßve nekißandiye, wê bi ihtimalek mezin tevlî rûnißtinên li dadgeha bilind bibe. Kurdistaniyên li metrepolên Tirkiyê dijîn, ji bo cezayê dardakirinê yê dewleta Tirk li serokê gißtî yê PKKê Abdullah Ocalan birriye, ßermezar bikin, çalakiyê lidardixin, didomin. Bi qasî 60 Kurdistanî li navçeya Stembol Fatîhê doh êvarê agir vêxistin û biryara dardakirinê ßermezarkirin. Jinên Kurdistanî bi yek dengî ji bo Ocalan slogan avêtin û gotin; 'heta ku projeya aßtiya ya serokê me neyê qebûlkirin emê çalakiyên xwe berdewam bikin.' [CTV161] Li Lubnanê greva birçî bûnê xwe bidawî kirin Kurdistaniyên li Lubnanê ku bi navê 'Ji Ocalan re Azadî, Ji Kurdistanê re Aßtî' dest bi greva birçî bûnê kiri bûn, doh çalakiya xwe bidawî kirin. Greva birçîbûnê li Paytexta Lubnan Beyrudê, di Komeleya Kurd de bi tevlêbûna 25 kesan ve hatibû destpêkirin, 3 rojan berdewam kir. Greva birçîbûnê, ji alîyê çapemeniya Lubnanê û rayagißtî ya Ereb ve-jî, bi baldêrî hate ßopandin û nûnerên partîyên sîyasî yên Lubnanê jî, çûn serdana çalakvanan. Kurdistanî, ji bo biryara dardakirinê ya dadgeha dewleta Tirk dabû serokê gißtî yê PKKê Abdullah Ocalan ßermezar bikin, dest bi greva birçîbûnê kiri bûn. [CTV162] Greva birçîbûnê ya Kurdên li girtîgeha Almanya ya Buren a dertixubkirinê, mehek xwe tijî kir Girtiyan dan xuyakirin ku ew bi bi armanca destekê bidin kampanya "Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistan re aßtî" dest bi greva birçîbûnê kirine û xwestin raya gißtî pißtgiriya wan bike. Xizmên girtiyan dan zanîn, Buroya pißtgiriyê ya bi girtiyên Kurd re -AZADî di rojên derbasbûyî de çûye girtîgehê û li pirsgirêkên girtiyan guhdarî kiriye. Xizmên girtiyan dan zanîn ku rêvebiriya zindanê girtiyan ji ber çalakiyên lidardixin, gefan li wan dixwe, lewma heyeta Azadî wê hewldan pêwîst bike. Greva birçîbûnê ya bi dor ku roja 15 Hezîranê ji aliyê 5 girtiyên Kurdistanî ve hate destpêkirin, di 26 Hezîranê de wergeriya bêdem û bê dor. Greva birçîbunê hê jî ji aliyê 12 girtiyên Kurd ve, berdewam dike. [CTV163] Kampanyayeke bi navê; pêßeroja Kurdan di destên me de ye da destpêdikin Rêxistina Gelên Di Bin Tehdîtê de ya Awisturya, kampanyayeke bi navê; pêßeroja Kurdan di destên me de ye, da destpêkirinê. Rêxistinê di vê çarçoweyê de xebatên weke, broßurên dîroka Kurdî lê nivîsandî, rewßa rojane, rewßa serokê gißtî yê PKK'ê Abdullah Ocalan, komkujiyên dewleta Tirk û nameyeke ji bo wezîrê karê derve yê Awisturyayê Wolfgang ßusel re hatiye nivîsandin, davêje qutiyên postê. Di nameyê de ku ji ßusel re hatiye nivîsandin, jê tê xwestin ku li cem, Neteweyên Yekbûyî, NATO, Emerîka û KOmsiyona Ewrûpayê, bikeve nava hewldanan. Her wiha di broßuran de, agahî di derbarê Kurd û Kurdistanê de têne dayîn û ji bo dewleta Tirk bibe xwedî mantiq, bang tê kirin. Dîsa di brußuran de tê gotin; divê çekfirotina ji bo dewleta Tirk were rawestandin û ji bo konferanseke Kurd a navnetewî were lidarxistin, xebat bê kirin. [CTV164] Kongreya dermanan ku hatibû plankirin li Stenbolê were lidar xistin, hate betalkirin Pißtî turizm û sporê vê carê-jî kongreya dermanan ku hatibû plankirin, li Stenbolê were lidar xistin, hate betalkirin. Ji bo betalkirina kongreyê dîsa sedemeke nas hate nîßandan: 'li Tirkiye terror heye û ewlekariya jiyana me tune.' Civîna bilind ya antîboyotîka ku wê di meha Çile sala 2000î de li Stembolê pêk bihata, hate betalkirin. Di kongreyê de wê li ser nûbûnên di derbarê atînbiyotîkan de guftûhgo bihatana kirin û çav li rê bû, ku nêzîkî 2 hezar pispor û zanyarên ji malê û biyanî tevlî kongreyê bûbûna. Lê belê kongere li ser daxwaza firmayên dermanan yên Emerîkî hate betalkirin. Li ser tehdîta 2 fîrmayên Emerîkî yên ku gotin 'li Tirkiyê teror heye, heger kongre li Stembolê were lidarxistin, emê pißtgiriya xwe jê vekißînin', biryar hate dayîn ku kongre li bajarê Spanya Sevîllê were li dar xistin. Derdorên eleqedar li hemberî vê biryarê ßaß man, ji ber ku fîrmayên'upjohn-pharmacia û Rhone Pulenc Rorer' her sal li Tirkiyê di vî warî de bi sedan milyon dollar qezenc bi dest dixin. Yekîtiya Doktorên Tirk, Odeyên Doktorên Stembolê û Odeya Dermanfiroßên Stembolê jî nerazîbûnên tehdîtwarî nîßanî biryara betalkirinê dan. ê di daxuyaniyên xwe de dan zanîn, ku li dijî 2 fîrmayên Emerîkanî ku hewl didin Tirkiye weke cihê terorê nîßan bidin, ewê bêdeng nemînin û eger pêwist be, ewê daxwaz bikin ku firotina dermanên van fîrmayan li Tirkiyê werin qedexekirin. Taxima futbolê ya Fransa ya bi navûdeng Paris Sen Jermen, taxima futbolê ya netewiya Ozbekistan û taximên avjeniyê yên Alman, îtalî û Swêdê û kuluba zarokan ya tenîsê jî bi sedema nebûna ewlekariya jiyanê, çûna xwe ya Tirkiyê betal kiribûn. [CTV165] Heyeta Israilê hat serdana televîzyona me jî. Heyeta Israilê ku weke mêvanê parlamentoya Kurdistan li derveyî welat PKDW li Brukselê ye, hat serdana televîzyona me jî. Heyeta Israilê ku di çarçoveya serdana saziyên Kurdan de hate televizyona me, di derbarê weßanvaniya Kurd de, ji me agahî wergirtin. Serokê Heyetê Erez Bîton got, pêwîste aloziya di navbera Kurd û Israiliyan de bi dawî bibe û bi vê serdanê armanca me ewe em di navbera herdû Gelan de dostaniyeke ji dil bidin destpêkirin. Heyeta di bin serokatiya Serokê navenda derya sipî ya navnetewî ya Israilê û endamê komîta navendî ya partiya karker ya li ser desthilatdariyê Erez Bîton de serê vê sibê bi serokê PKDW Yaßar Kaya re, hatin studyoya navendî ya televizyona me. Endamên heyetê ku ji aliyê konseya rêvebir ya televizyona me ve hatin pêßwazî kirin, dûre bi brîfîngekê di derbarê weßanvaniya Kurd de hatin agahdarkirin. Heyeta Israilê pißtî brîfîngê, li studyoyên me geriyan û dûre daxûyaniyek dan. Erez Bîton ku bi navê heyetê axivî, diyar kir ku wan texmîn nedikir ku weßanvaniya Kurd ewqas bi pêßketî ye û ji ber vê yekê kêfxweßiya xwe anî zimên. Bîton axaftina xwe bi van gotinan berdewam kir; Têkiliyên navbera herdû Gelan ku ji ber kußtina 4 Kurdistaniyên li pêßiya sefareta Israilê ya li Berlinê di dema revandina serokê gißtî yê PKK Abdullah Ocalan de aloz bûbûn, pêwiste nerm bibin. Ev hatina me, ji bo bipêßvebirina têkiliyên me yên bi Kurdan re, gava destpêkê ye. Ev serdan ji bo destpêkirina danûstandinan, wê bibe gaveke girîng. Pêwîste di pêvajoya aßtiyê de, daxwazên Kurdan-jî li ber çavan bên girtin. Divê hukumeta Israilê di vî warî de hin gavên din jî bavêje. Mafê Kurdan yê çarenûsiyê heye û pêwîste Kurd bibin xwedî vî mafî. Pêwîste Tirkiye aßtiya Israil û Filistinê, ji bo xwe bike mînak. Divê hevdîtin destpêbikin û pirsgirêk ne bi çekê, bi rêya guftugoyan were çareser kirin. ê di vî warî de hem gel hem jî hikûmeta îSraîlê dikare zêdetir gavan bavêje. [CTV166] Endamên KNK'ê li Koln hatin cem hev û xebatên xwe nirxandin Endamên Kongreya Netewî ya Kurdistan KNK'ê yên Elmanyayê, doh li bajarê Koln hatin cem hev û xebatên xwe nirxandin. Endaman biryar girtin ku ji bo nasandina kongrê, li Elmanya civînan li dar bixin û bikevin nav hewldanên dîplomatîk. Komisyona Almanya ya kongra netewî ya Kurdistan doh li bijarê Koln hatin cem hev û xebatên xwe yên ji dema îlankirina Kongrê heta niha dane meßandin, nirxandin. Zubeyir Aydar-jî ku bi navê navendê tevlî civînê bû, rapora xebatê ya Kongrê pêßkêß kir. Ji delegeyên almanya yên kongra netewî ya Kurdistan Nebil Hesen di derbarê civînê de, ev daxûyanî da televizyona me. [CTV167] Li Bakurê Kurdistanê li derûdora Colemêrgê di navbera gerillayên ARGKê û leßkerên artêßa Tirk de car caran ßer derdikevin. Hate ragihandin, artêßa Tirk operasyona xwe ya li derûdora Tokatê berdewam dike. Li gorî nûçegihanên me yên li herêmê, li nêzîkî gundê Dize ya girêdayî Colemêrgê çend roj berê di navbera ßervanên ARGKê û leßkerên Tirk de ßer derketibû. Di vî ßerî de, leßkerek û astsubayek ku navên wan nayê zanîn hatin kußtin. Li aliyê din, gerillayên ARGKê bi roketê êrîßek birin ser navenda elektirikê ya li gundê cehßan Erenî ya girêdayî navçeya Wan Payîzavayê. Di êrîßê de, navend bi tevahî hilweßiyaye lê belê ti ßer derneketiye holê. Ji ber rûxandina navenda elektirîkê, taxa Wan ßabanaxayê demeke dirêj bê elektrîk maye. Li aliyê din, li Derya Reß li derdora navçeya Tokat Almuse yekîneyên artêßa Tirk operasyonên xwe berdewam dikin. Li gorî çavkaniyên nûçeyên Tirk, li nêzîkî gundê Golgelî ya girêdayî Tokatê din navbera tîmên fermandariya jendermeya bajêr û gerillayên TKP-ML TIKKO ßer derketine. Di van ßeran de 2 gerilla hatine kußtin. Heman çavkanî didin zanîn ku, hin yekîneyên din ên leßkerî bi armanca alîkariyê çûne herêmê û operasyon-jî dorfirehtir bûye. [CTV168] Hêzên dewleta Tirk ji bo gerîllayên ARGK'ê bigirin, serî li rêbazên seyr didin Hêzên dewleta Tirk bi rêbazeke Teksaswarî, wêneyên gerîlla li dîwaran dixin. Bê guman hêzên dewleta tirk bi vê yekê jî namînin, li gerîllayê digerin, dibêjin ên ku cih wan diyar bike û zevt bike, wê were xelatkirin. Hêzên dewleta Tirk bi îddîaya ku wê li bajar çalakî lidarbixin, wêneyên 10 gerîllayên ARGK'ê li dîwarên bajêr daye. Payebilindekî leßkerî ku navê wî nayê diyarkirin da xuyakirin ku gerîllayên ARGK'ê timî cihê xwe diguherînin, lewma zevtkirina wan zehmete. Her wiha rayedar îddîa kir ku li bajarê Wanê 2 çalakvanên jin ji bo çalakiya întiharî hene, lewma ew muhtacî alîkariya xelkê bajêrin. Dîsa rayedarê leßkerî diyarkir ku kesên îxbara gerîllayên ku fotogorafê wan hatine daliqandin, bikin, wê werin xelatkirin, lê belê rayedarê leßkerî diyar nekir ku wê ev xelat çibe û yan jî çiqas pere be. [CTV169] Leßkerên Artêßa Tirk ên li gundê Batman Sîbaniyê nobetdarbûn ... Leßkerên Artêßa Tirk ên li gundê Batman Sîbaniyê nobetdarbûn, di encama gulleberdana wan de dayika 8 zarokan Yildiz Aksoy hat kußtin. Yildiz û zilamê xwe Kenan Aksoy, 4 roj berê dema li nava zeviyê xwe dixebitîn, di encama gulleberdana leßkerên Tirk de jiyana xwe ji dest dabû, termê wê li Sasonê hat binaxkirin. Aksoy pißtî kußtina jina xwe termê wê ji bo otopsiyê bir mala tendurustiyê û dûre li dozgeriya Sasonê giliyê leßkeran kir. Pißtî kußtina Yildizê, hemû xizmên wê ji bo cenaze bigirin çûn Sasonê, lê belê leßkerên qereqola Yanikkaya ketin û derketina navçeyê qedexekirine û destûr nadin ku cenaze derbikeve. Lê belê tevî hemû astengiyan, polês bi beßdariya sedan kesî cenaze binaxkir. Li gorî agahiyan rayedarên leßkerî di derbarê kußtina Yildizê de naxwazin, daxuyanî bidin. Li gorî dozgeriya Sasonê jî Yidiz Aksoy di 15ê Tîrmeha sala 1999an de, di encama ßerekî di jiyana xwe ji dest daye. Lê belê li gorî rapora otopsiyê ya doxtora mala tendurustiyê Hulya Onal, Yildiz Aksoy bi çeka leßkerên Tirk G-3 hatiye kußtin. [CTV170] Ev hatiye diyarkirin ku polêsên êrîß birine ser mala wan, bûne sedemê mirina Oncel Komisyona Jinan ya HADEPê ßaxê Amedê daxûyaniyek nivîskî da û zihniyet û kesên ku bûn sedema kußtina Medine Oncel, ßermezar kirin. Di daxûyaniyê de, tê gotin; li tirkiyê êßkence hê jî berdewam dike, êßkence jî sûcekî mirovahiyê ye, pêwîste were redkirin. Di daxûyaniyê de ku tê diyar kirin, digel ku Tirkiye endamê neteweyên yekbûyî ye, îßkence li vî welatî birêkûpêkî berdewam dike û wiha tê gotin; "Mirov zilm û zorê dibînin, seqet dimînin û têne kußtin." Hate diyar kirin, Medine Oncel li ßûna ku bikeve destê polêsên ku avêtin ser mala wan, mirin çêtir dît. Herwiha hate bi bîrxistin ku Oncel beriya niha di bin çavan de hatiye biçûk xistin û êßkence lê hatiye kirin. Di daxûyaniyê de tê gotin, li hemberî haqeretên ku li malbata wê hatine kirin, tahamula wê nemaye û di encamê de ev rewßa trajîk derketiye holê. Ev hatiye diyarkirin ku polêsên êrîß birine ser mala wan, bûne sedemê mirina Oncel. Komisyona Jinan herwiha çapemeniyê jî ji ber cih nedana vê bûyerê rexne dike û dibêje: Bi vê helwesta xwe, medyayê prensîba bêalîbûnê binpê kiriye. [CTV171] Dîlên ßer ên pirsgirêkên wan yên tendurustiyê hene Li zindana Erzirum tîpa Taybetî û tîpa E'yê, dîlên ßer ên pirsgirêkên wan yên tendurustiyê hene, destûr nayê dayîn ku werin dermankirin. Li aliyê din, li zîndana Mußê jî, gardiyan hewil didin ku provakasyonê pêk bînin. Girtiyên PKKî yên di zîndana Erziromê de, daxûyanîyek nivîskî belavkirin. Di daxûyanîyê de tê diyar kirin ku pirsgerekên tenduristî yên girtîyan ku ji 2 salan û vir ve berdewam dikin, nayên çasreser kirin. Di daxûyanîyê de tê gotin, rêveberiya zîndanê ji bo ku girtîyan nebin nexweßxanê, bi pêkanînên taybetî girtiyan biçûk dixînin. Daxuyanî wiha berdewam dike: Zor li hevalên me yên nexweß tê kirin ku bêî kelepçeyên wan bên vekirin, bên muayenekirin. Ji bilî vê yekê, di dema ku girtiyan dibin nexweßxanê, di rê de jî xeberan ji wan re didin li wan didin û bi gelek awayan wan biçûkdixînin. Di berdewamiya daxûyaniyê de tê gotin; 'Gelek girtî terkî mirinê kirine û di serî de bang li Yekitîya Doktorên Tirk û gelek sazîyên din kirin, daku li hemberî van pêkanînan bêdeng nemînin. Ji aliyê din ve, hate ragihandin ku di zîndana Mußê de-jî, qardiyanên ku xwe bi takima A binav dikin, hewildidin ku rewßê tev bidin. Girtiyan li ser vê yekê wiha diyar kirye: dema gardiyan tên mezelên me, ji me re dibêjin, 'serê we çu, em mêze bikin ka bedenê we çi qas, xwe li ber me bigre', û dixwezin bi vî awayê provaksyonê pêk bînin. Girtî, di berdewamiya daxûyaniya xwe de dibêjin; 'dema me dibin nexweßxanê, destên me paßve bi zincîran girêdidin û heta dibin û tînin, nahêlin em pêwistiyên xwe bînin cih. Her wiha, di dema serdana xizmên me de jî, gelek astengiyan dertînin pêßiya me. [CTV172] Di girtîgeha Eskîßehirê de, dest bi greva birçî bûnê kirine, kete roja xwe ya 63 an Di vê navberê de, Kemal û Bûlent Ertûrk ku di girtîgeha Eskîßehirê de, dest bi greva birçî bûnê kirine, kete roja xwe ya 63 an. Hate zanîn ku Kemal û Bûlent Ertûrk gîhane sînorê mirinê, ji bo ku dest ji greva birçîbûnê berdin, rayadarên Tirk ti têkiliyê nîßan nadin. Kemal û Bûlent Ertûrk daxûyaniyek dan û gotin; Heta ku daxwazên wan neyên qebûl kirin, ew dest ji greva birçîbûnê bernadin. Kemal Ertûrk ku di roja grevê ya 61 an de, rakiri bûn nexweßxanê, dermankirin qebûl nekiribû hê jî di nexweßxanê de ye. Doktoran-jî, dan xûya kirin ku Kemal û Bûlent hindik maye jiyana xwe ji dest bidin. Kemal û Bûlent Ertûrk, bi mebesta tevli bûyera bombeyî ya li hemberî Walîyê Çankirî Erol Çevîk bûne hatine girtin. Herdu girtî ji bo ku ji hucrê bên derxistin û bajarê ku doz li wan hatîye vekirin bêne mehkeme kirin, dest bi greva birçî bûnê kiri bûn. [CTV173] Kurdistaniyên li taxa Izmir Eski Çamlikê hatibûn hilweßandin Kurdistaniyên ku beriya hefteyekê xaniyên wan yên li taxa Izmir Eski Çamlikê hatibûn hilweßandin, di rewßek zor dene. Li taxa Çamlikê ku qasê 100 xanî lê hatibûn hilweßandin, Kurd bi derfetên xwe jiyana xwe didomînin û bi nexweßînan re rû bi rû ne. Kurdistaniyên ku qasî 100 xaniyên wan yên li taxa Izmirê Eski Çamlikê ji aliyê belediya Konakê ve hatin hilweßandin, di ßert û mercên zor de jiyana xwe didomînin. Komela mafên mirovan ßaxê Izmirê heyetek saz kir û çû taxa Eski Çamlikê ku Gel bi derfetên xwe kon çêkirine û tê de dijîn. Beßek ji Kurdên maxdûr ku dewleta Tirk ti alîkariyê nade wan, koçî deverên din kirin, hin-jî ji ber ku derfetên wan tunene, mecbûrin li vê derê bimînin. Lê belê, Kurdistaniyên ku naçar mane li vê derê bimînin, bi problêmên ciddî yên tenduristiyê re rû bi rû ne. IHD wê carek din heyetekê saz bike û li cîhê bûyerê bi daxûyaniyek çapemeniyê, rewßa Gel ji Raya Gißtî re diyar bike. Xaniyên Kurdên li taxa Izmir Eski Çamlikê di 13 Tîrmehê de roja Sêßemê, ji aliyê belediya Konakê ve bi alîkariya hêzên muduriyeta emniyeta Izmirê ve hatibûn hilweßandin. Di dema hilweßandina xaniyan de, di encama êrîßa polêsa de ßer derket. [CTV174] Gelê Asûrî-Suryanî bi tevahî ji warê bavûkalên xwe tên dûr xistin Gelê Asûrî-Suryanî ku yek ji gelên herî qedîm yê Mezopotamyayê ye, bi tevahî ji warê bavûkalên xwe tên dûr xistin. Pißtî gundên Asurî-Suryaniyan yên li Midyat û Nisêbînê di encama zulm û zora dewleta tirk de hatine valakirin, niha perestgehên dîrokî dêr-jî, li ber girtinê ne. Dêrên Asurî-Suryaniyan yên li Mêrdîn û Amedê-jî, ji bêxwedîtiyê kavil û wêran bûne. Ji ber ßerê li Kurdistanê, ne tenê gelê Kurd, her wiha gelê Suryanî-Asurî-jî, ji neçarî ji cîhên bav û kalên xwe koç kirin. Li gorî lêkolînan, di nav 15 salan de, 30 hezar kesên Suryanî-Asurî, koçî Ewropa û Metropolên Tirkîyê kirine. Li gorî texmînan li Stembolê 2 hezar û 500 suryanî û Asurî dijîn. Her wiha li Bajarê Mêrdînê ku di sala 1980yan de 70 hezar Asurî-Suryanî dijîyan, tê diyarkirin ku niha li vî bajarî bi tenê 70 malbatên asurî-suryanî mane. Ji aliyekî din ve, bi sedan ciwanên Asurî-Suryaniyan ji ber neçuna leßkerîya Tirk, ji hemwelatiya Tirkiyê hatine derxistin û bûne kesên qaçax. Di van demên dawîyê de, di rojnameya Fermî de, bang li 277 Ciwanên Suryanî-Asurî yên gundê êçkoy tê kirin, ji bo ku vegerin welêt. Gundên Asurî-Suryanîyan yên Bardakçi, Mercîmekli û Dîbekê ên girêdayî Midyat û Uçkoy û Elbegendiya Nisibînê, ßahî û zindîbûna van gundan ya berê, di dîrokê de, ma. Gûndîyên Gundê Elbegendî, bi temamî koç kirin niha ti kes di gund de, nemaye. Malên gundê koçkirî, qismek ji wan rûxiyane û gundên di binê çiyayê Bagokê de-jî, her tim di bin çavdêriya leßkerên Tirk de ye. Li Gundê Xerabalî ya Nisêbînê-jî ku di salal 1993 an de 80 malbat lê mabûn, niha tenê 32 malbat mane. Kalên Gund yên Asurî û Suryanî diyar dikin ku ciwan ji ber ku naxwazin herin leßkeriya Tirk, neçarmane ku koçî Ewropa bikin. Hate hînbûn ku, li Mêrdînê, di van demên dawiyê de, hêzên dewleta tirk qasî 30 gundên Asurî-Suryaniyan valakirin. Gundên ku hatine valakirin navên wan wihane;' Gundên Ihvo, Xarapmißka, Kafro, Seydarî, Bate, Habqes, Arnaz, Binkelbe, Sare, Derqube, Badibe, Salih, Yardo, Dera Celayto, Dera Tahtayto, Arbo, Grêmira, Mûhrî, Harbol, ßax, Hebles, Sedarî û Binebil yên girîdayî Navçeyên Merdîn Dêrik û Nisêbînê hatine valakirin. Pißtî ku gundên hatine valakirin, Manstirên dîrokî Morgabriyel û Deyrulzaferan-jî, niha li ber girdine ne. Ji alîyê din ve, Dêra Surp Gîrogosê ku dengê zengilawê li Mêrdînê tê bîhîstin, ji bêxûdaniyê hildiweße. Her wiha Dêra Ermenîyan Surp Gîrogos ku berîya 1200 salan hatîye çêkirin, rewßa wê ji yên din hînê xeraptire. Gelê herêmê dîyar dike ku demekê dengê zengila Dêrê li navenda bajarê Mêrdînê dihate tê bîhistin, lêbelê ji ber xemasariya rayadaran, nih adêr bêzingil û bêban li benda derketina biryarên tamîrkirinê ye. Gelê herêmê dibêje; 'Di vê dêrê de ne îbadet tê kirin û ne-jî, kesek heye xwedî lê derkeve'. Di dêrê de, tenê çend malên ku ji gundan koç kirine lê dimînin. Dêrên Asurî-Suryanîyan yên li Amedê-jî, ji ber xemsarî, kemasîya derfetan û koçberiyê, ji hevketine û li benda hin kesan in ku li wan xwedî derkevin. Ji 36 dêrên li Amedê, tenê 7 ji wan jibo îbadetê têne bikar anîn. Hate zanîn ku, ji van 7 Dêran, 2 jê eger alîkarî di nav demeke zu de neyê kirin, wê bibin wêrangehên dîrokî. Dêrên ku gel li wan xwedî derdiket, pißtî koçberîya li Kurdistanê, hinek Dêr malbatên koçberan lê bi cîh bûne û hinek dêr-jî, bûne cêhên lîztikên zarokan. Di heman demê de, Dêrên Meryem Ana ya Biçuk, Saînt George, Dêra Protestanan û dêra Ermenîyan a bi navê Hoca Pîsopê, ji îbadetê re hatîne girtin. Tenê di Dêra Meryem Ana û Caldiyonê de, îbadet tê kirin. [CTV175] Kedkaran, îro çelengên reß danîn pêßiya avahîyên partîyên ku di hûkûmeta Tirk de cîh digrin û ew protesto kirin Li Tirkiyê karmendên dewletê û karkeran, îro-jî çalakiyên xwe ku bi armanca ßermezar kirina 'pêßniyaz qanûna reformê ya ewlekariya civakî û zama kêm a heqdestan, berdewam kirin. Kedkaran, îro çelengên reß danîn pêßiya avahîyên partîyên ku di hûkûmeta Tirk de cîh digrin û ew protesto kirin. Li aliyê din, pêßniyazbiryara ji aliyê Komîsyona Tenduristî, Malbat, Kar û Xebatên Sosyalî ya Parlamentoya Tirk ve hati bû nîqaß kirin, temenê teqawitan 58-60, xala 6 ku wek rojên pirîmdayînê 8300 hatiya dîyar kirin, hate qebûl kirin. Karkeran, pêßî çelenga reß danîn ber avahîya navendî ya Partîya DSPê. Serok û endamên konfederasyona sendikayên karker û karmendan pißtî ku li pêßiya Turk-îß"ê hatin cem hev, ber bi navenda gißtî ya DSPê meßiyan û ji aliyê cîgirê sekreterê gißtî yê DSP Hayri Dirî ve hatin pêßwazî kirin. Çalakvanan bi sloganên "em teqawutbûyîna di gorê de û zama ji sedî 20 protesto dikin" çelengeke reß danîn pêßiya navenda gißtî ya DSP. Dema cîgirê sekreterê gißtî yê DSP Dirî got, hikûmet li gorî derfetên kêm yên di destê xwe de tevdigere, serokê gißtî yê Hak-îß Salim Uslu wiha wiha bersiv da: "Em ne hatine li çîrokan guhdarî bikin." Serokê gißtî ya Turk-îß Bayram Meral-jî bi gotinên weke; "Hûn vê yekê hîn-jî diparêzin, heyf û mixabin. Em ne hatine li çîrokan guhdarî bikin", reaksiyon nîßanda. Di vê navberê de, çalakvan sloganên weke; Lêxe lêxe, daxîne, bila hukumet pêßniyazqanûna xwe li serê xwe de', avêtin. Kedkaran dûre meßa xwe berdewam kirin û li pêßiya navenda gißtî ya partiya ANAPê û navenda gißtî ya MHP çelenkên reß danîn. Di vê navberê de, digel ku hikûmetê diyarkiribû ku ew hê jî li ser dixebite, pêßniyazbiryara ji aliyê Komîsyona Tenduristî, Malbat, Kar û Xebatên Sosyalî ya Parlamentoya Tirk ve hatibû nîqaß kirin, temenê teqawitan 58-60, xala 6 ku wek rojên pirîm-dayînê 8300 hatiya dîyar kirin, bê guhertin hate qebûl kirin. Di runißtina beriya nivro de-jî, xala 3yem ya pêßniyazqanûnê hatibû qebûl kirin. [CTV176] Yunanîstanê da xûyakirin ku ew amadeye di her mijarê de bi Tirkêyê re, hevdîtinê pêk bîne Di vî warî de wezîrê Karê derve yê Yewnanistanê Yorgo Papandreu, daxûyanîyek da rojnameya To Vimayê. Di daxûyanîyê de tê diyar kirin: 'Ji bo ku pirsgerekên di navbera Yewnanistan û Tirkêyê de bên çareser kirin, çav li rêye ku di 26ê Tîrmehê de hevdîtin bên destpêkirin û Yewnanistan amadeye ku hemû daxwazên Tirkiyê, binirxîne'. Papandreu dîyar kir; 'Eger encamek baß ji van hevdîtinan derkeve, wê ji bo her du alîyan-jî, baß be. Papandreu di daxûyanîya xwe de diyar dike; 'di nav xalên dîyalogê ên hevdîtinên Tirk û Yewnan de, garantî kirina sinûrên Yewnanistan-jî, cîh digre'. Papandreu, hêvîyên Yewnanistan yên dîyaloga bi Tirkan re wiha rêz kirin: "Pirsgereka Sîyasî ya Qibrisê, bi lezgînê bê çareser kirin. Tirkiye, iddiayên yek alî ji bo mafdariya Egê, bidawî bike. Sinûrên Yewnanistanê, bixin bin garantiyê. Tirkîye qebûl bike, daku Qibris bibe Endamê yekitîya Ewropa. Pißtî Civîna di wezareta Karên Derve ya Yewnanistanê de ku didawîya heftê hati bû lidarxistin, çav li rêye ku wê 26ê Tîrmehê dîyaloga di navbera Tirk û Yewnan de bê destpêkirin û di nûçeyê de tê dîyar kirin, sefîrê Yewnanistan yê Enqerê Ioannis Korantîs, Wezareta Karên derve ya Tirk, agahdar kirîye. [CTV177] Balafirên rojavayîyan êrîß birin ser hin hedefan û di van êrîßan de 14 kes hatin kußtin Iraqê diyar kir ku, li herêmên baßûrê Kurdistan û li baßûrê Iraqê yên ji firîna balafira re hatine qedexekirin, balafirên rojavayîyan êrîß birin ser hin hedefan û di van êrîßan de 14 kes hatin kußtin, 17 kes jî birîndar bûn. Rayedarên leßkerî yên Emerîkayê li ser vê mijarê, bi daxuyaniyekê diyarkirin ku balafirên ku herêmên îraqê yên ji firînê re qedexe, kontrol dikin, li tesîsên fuze û istîxbaratê xistine. Ajansa nûçeyan ya fermî ya Iraqê INA li ser devê berdevkekî leßkerî da zanîn ku 16 balafirên li bajarên baßurê welêt Basra, Al Musanna, Zi-Kar, Necef û Misanê 14 caran rabûne û gelek hedefên sivîl hingavtine. Iraqê diyar kir ku hedefên hatine hingavtin, waregehên sivîlan bûne û di encama êrîßan de 14 kesan jiyana xwe winad kiriye, 17 kes jî birîndar bûne. Di êrîßa mijara gotinê de, hate îdîakirin ku zerarekî mezin yê maddî jî çê bûye. Iraqê di daxûyaniya xwe de anî zimên ku balafirên Rojavayî neçar hatine hißtin ku ji qada hewayî ya îraqê xwe dûr bixin. Ajansa INA li ser êrîßa 9 balafirên Rojava yên li dijî hedefên li herêmên baßûrê Kurdistan Duhok, Hewlêr û li bajarê Iraqê Musulê, ne da zanîn ka di encamê de kes hatiye kußtin an jî birîndarkirin. Di vê navberê de, Emerîka jî da zanîn ku balafirên ku herêmên îraqê yên ji firînê re qedexe, kontrol dikin, li tesîsên fuze û istixbaratê xistine. Ji aliyê navenda fermandariya baregehên hêzên hewayî MacDill-jî ku li eyaelta Folorîda ya Amerîka ye, bi daxuyaniyekê hate gotin ku balafirßikênên îraqê gulle reßandine ser balafirên ku herêmê kontrol dikin û ev êrîßa dawî jî li hemberî vê yekê weke bersiv hatiye li darxistin. Di daxûyaniyê de tê gotin, li baßûrê Bexdayê li nêzî Ebu Suheyîrê, tesîsa fuzeyên ji erdê ber bi hewa têne avêtin û li nêzîkî El Xidir-jî ku dikeve baßûr-rojavayê paytext, tesîseke leßkerî ya ragihandinê, ji aliyê balafirên F-16, F/A-18 û F-14 yên Amerîka ve bi fuzeyên hatine hingavtin. [CTV178] Barak: "Dawî li vê krîza sedsale bînin" Serokwezîrê îsraîlê Ehud Barak da zanîn, ku di nava 15 mehan de wê xuya bike ku wê dewleta wî di hevdîtinên aßtiyê de bi Filîstin, Suriyê, û Lubnanê re gaveke mezin bavêje yan na. Di vê navberê de, Barak û serokê Emerîka Bill Clinton ji bo hevdîtinên aßtiyê yên Suriye û îsraîl, pêvajoyeke nû bidin destpêkirin, li ser metnekî dixebitin. Serokwezîrê îsraîlê Ehud Barak ku xebatên xwe li Emerîka didomîne, ji bo bernameya NBC Meet the Press daxuyaniyek da û wiha diyarkir;' Dem dema biryarê ye, divê em têkoßînê bijîn, û dawî li vê krîza sedsale bînin. Serokwezîrê îsraîl da zanîn ku ew ne pêxembere û ew naxwaze texmîn bike ka wê dewletek Filîstiyan were sazkirin yan na û bi vî awayî bi temamî li dijî vê îhtîmalê derneket. Barak diyarkir ku Qudus paytextê wane û parvekirina wê li derveyî mijara guftugoyan e. Serokwezîrê îsraîlî, di derbarê paßvedayîn agirên golanê de jî got, ev yek bi helwesta serokdewletê Hafiz Esat ve girêdayî ye. Barak got divê di rêya aßtiyê de em li hevûdin bikin, lê belê ji bo vê yekê hê pir zû ye. Di vê navê de di navbera rayedarên îaraîl û amerîkî de ji bo destpêkirina hevdîtinên ßam û Telavîvê li ser tekstekê xebat hate dest pêkirin. Li gorî hin çavkaniyên dîplomatîk yên Amerîkî, pêvajoya aßtiyê ya navbera îsraîl û Suriyê herî dereng wê di meha îlona îsal de dest pê bike. Heman çavkaniyan, dan zanîn ku ev teks wê beriya gera wezîra karê derve ya amerîkî Madeleine Albright amade bibe Di dema serokwezîrê berê yê îsraîlê îzak rabin de di navbera her du îsraîl û Suriyê de zêdetirî 20 hevdîtin pêkhatibûn. Lê belê van hevdîtinan di sala 1996an de bi hatina Benyamîn Netenyahî li ser îktîdarê bi carekê ve hatibûn qutkirin. [CTV1179] Ji ABD Israil ra 1.2 milyar dolar Tê diyarkirin ku Emerîka ji bo Israil di çarçoweya Wye Plantation de yekîneyên xwe ji ßerîa Rojava vekißîne, wê milyarek û 200 milyon dolar alîkarî bike. Li gorî nûçeya rojnameya Yediot Ahronot: serokê Emerîka Bill Clinton ku hefteya derbasbûyî li Washingtonê bi serok wezîrê Israilê Ehûd Barak re hevdîtin pêk anî, diyarkiriye ku ewê alîkariya ji bo Israilê qebûl bike ku di dema Benyamin Netenyahu de ji ber pêk ne anîna peymana Wye'ê hatibû cemidandin. Di nûçeyê de tê gotin; pereyê ji bo alîkariyê wê were dayîn, wê di girêdana navbera wargehên Cihûyan ên li herêmên Filîstiniyan û dema xwe vekißandina yekîneyên Israilê ji herêmên dagirkirî de were bi kar anîn. Barak, soz dabû ku wê bi gißtî ji sedî 13 erdê ßerîa Rojava xwe vekißînin ku ev yek di peymana aßtiyê de cih digire. Pêvajoya destpêkê ya xwe vekißandinê di dema Netenyahu de destpêkiribû. [CTV180] îngilîstan ku sefareta xwe li Teheranê ve dike îngilîstan pißtî 20 salan cara yekeme, ku sefareta xwe li Teheranê ve dike Sefîrê nû yê îngilistanê yê Tehranê Nîk Brauwnî weke pisporê îranê tê nasîn. Nîk Brauwnî doh bi awayekî fermî dest bi wezîfeya xwe kir. Brauwnî bi serok-komarê îranê Muhamed Xatemî re hate cem hev û di derbarê wezîfeyê de ji serok-komar bawerî girt. Nick Browne pißtî hevdîtinan daxuyaniyek da û diyarkir, ku ew bawer dike da ku hevkarî û pêwendiyên di navbera dewletên wan de wê pêßvebiçin. Her du dewletan sala derbasbûyî pêwendiyên xwe germ kiribûn û biryara dabûn da ku sefaret li welatên hev saz bikin. [CTV181] Pêvajoya aßtiyê ya Cezayîrê ku hewl tê dayîn were destpêkirin, xurt dibe... Serokdewletê vî welatî Ebdulezîz Buteflîka diyar kir ku ew difikire qedexekirina siyasetê ya li ser Eniya Rizgariya Islamî FISê ku weke rêxistineke îlegal tê nirxandin, rabikin. Abdulaziz Buteflika daxûyaniyek da rojnama Ingliz The Financial Times û got, eger rêxistina FIS xwe biguherîne ewê desturê bidin ku xwe weke partiyeke nû ya siyasî saz bike. Serokdewlet wiha got: wekî ku ez partiyên siyasî yên laik û ateist qebûl dikim, bi wî ßertî ku dernekevin derveyî rêzikên qanûna bingehîn, ez çima qebûl nekim ku mirovên oldar jî bikevin nav partiyeke siyasî. Buteflika di derbarê Abbasî Madani de ku di nava FISê de navê sereke ye, wiha got: Eger soza rawestandina hemû çalakiyên siyasî bide, heye ku serbest were berdan. Qanûna efuyê ya ku ji bo dawîanîna ßerê navxweyî yê li Cezayîrê û efûkirina milîtanên oldar yên çekan berdin, hatiye amadekirin, ji aliyê parlementoyê ve jî hatibû qebûlkirin. Ji bo ku kirasekî rewa li vê qanûnê were kirin, wê referandûm jî were li dar xistin. Meha derbasbûyî dema baskê çekdar yê eniya selameta îslam FîS, AîSê aßtî pêßniyaz kiribû û da bû xuyakirin ku wê dawî li ßerê xwe yê li hemberî dewletê aniye, pêvajoya ber bi efûkirina milîtanên oldar jî dest pê kiribû. Buteflika, li ser pêßniyaza aßtiyê, bi hezaran mîlîtanên oldar ku suçên weke cinayet û tecavûzê pêkneanîbûn efû kirin. Rayedar dan zanîn, ku heta niha 2500 oldarên radikal-fundamentalist serbest hatine berdan. [CTV182] Ji aliyê Tirkiyê ve revandina endamê Eniya Rizgariya Netewa Kurdistanê Cevat Soysal, bû sedemê reaksiyona mezin ya Konseya Serokatiya PKKê. Konseya Serokatiyê ya PKK, di serî de li Tirkiye, li hemû welatên tê îddia kirin di bûyerê de rol girtine, bang kir ku helwesta xwe di ber çavan re derbas bikin û ew bi tolhildanê tehdîtkirin. Konseya serokatiyê ya PKKê got, eger buyerên wisa berdewam bikin, kîjan welat dibe bila bibe, ewê mafê xwe yê êrißkirinê bi karbînin û bûyera dawî-jî weke çalakiyek navnetewî ya korsanwarî nirxand. Konseya Serokatiya PKKê, da xuya kirin ku Cevat Soysal di encama tekiliyên qirêj û reß de revandine Tirkiyê û diyar kirin weke di bûyera serokê gißtî yê PKK Abdullah Ocalan de, huquqa navnetewî careke din hatiye binpê kirin. Konseya Serokatiyê da xuya kirin, Soysal 12 roj berê ji aliyê dewleta Moldova ve hate girtin û dûre-jî teslimê tirkiyê hate kirin. Konseya Serokatiya PKKê ev revandin weke bûyereke korsanwarî û terorîzmekeNavnetewî nirxand û da zanin ku Dewleta Tirk ti qanûn û prensibên huquqa navnetewî ciddî nagire. Konseya Serokatiya PKKê herwiha bang li hêzên navnetewî-jî kir û got: eger pêßî li van çalakiyên Dewleta Tirk neyê girtin ewê mafê xwe yê êrißkirinê bi karbînin û ji encamên derkevin holê jî ewê neberpisyar bin. Konseya Serokatiyê di derbarê iddiayên ku dibêjin Cevat Soysal mirovê duyem yê PKK ye de-jî got: Soysal Endamê ERNKê ye, û ew bi awayek ciddî li vê bûyerê dinêrin. Konseya Serokatiyê bangek-jî li Dewleta Almanya kir û xwest ku berpirsiyariyên xwe yên li hember Soysal ku mafê sitatuya siyasî danê bi cih bîne. [CTV183] Revandina Cevat Soysal ya ji aliyê MITa Tirk ve, bû sedemê reaksiyona sazî û dezgehên Kurd yên li Ewropa. Serokê Parlementoya Kurdistanê li Derveyê Welat Yaßar Kaya, bûyera revandina Soysal ßermezar kir û got: ev yek tê wê manê ku jiyana hemû panaberên Kur yên li Ewropa di tawlokê de ye. Kaya bibîrxist ku Cevat Soysal-jî di nava de, hemû penaber di bin ewlekariya Neteweyên yekbûyî de ne û bang li sekreterê gißtî yê Neteweyên Yekbûyî Kofi Annan kir ku mudaxaleyê bûyerê bike. Partiya Islamiya Kurdistan, Konfederasyona komeleyên Kurd yên li Ewropa û federasyona Komeleyên Kurd yên li elmanya bi daxuyaniyan ev bûyer ßermezar kirin. Di daxuyaniyên sazî û rêxistinên Kurd de, bûyera revandinê weke terorîzma Navnetewî hate nirxandin û ji bo ku Soysal cardin bînin Almanya ji hukumeta Almanya hate xwestin ku di vî warî de bikeve nava hewldanan. [CTV184] Bûyewra revandina Cevat Soysal, îro-jî ji alîyê hûqûqî ve, hate nîqaß kirin. Nûnerê Komîseriya Bilind ya Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî yê Almanya Stefan Telocen da xûyakirin ku revandina Cevat Soysal tê weteya binpêkina Peymana Cenewrê. Wezareta Karên Derve yê Almanya-jî careke din da xuyakirin ku haya wan ji bûyerê tune û diyar kir ku ew li bûyerê dikolin ji bo ku hîn bibin ka pêwiste di der barê Moldavya de doz were vekirin an na. Nûnerê Komîseriya Bilind ya Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî yê Almanya Stefan Telokin bersiv da pirsên me yên di derbarê revandina Cevat Soysal de û got: 'em ji ber vê bûyera revandina dewleta Tirk, di nav gomanan de ne'. Telokin diyar kir ku bûyera revandina Cevat Soysal a ji bo Tirkêyê, li gorî peymana Cenevrê li dijî qanûna navnetewî ye û dibe ku ew diderbarê vê bûyerê de dozê vekin. Ji alîyeke din ve, rayadarî Wezareta Karên Derve yê Almanaya li ser bûyerê bersiv da pirsên me û got: 'Em diderbarê bûyerê de lêkolînên xwe berdwam dikin'. Rayadar diyar kir ku li gorî lêkolînan ewê helwesta xwe diyar bikin û peymana Cenevrê ji alîyê Moldova ve-jî hatiye îmzekirin. Heman rayadarî dubare kir ku haya hûkûmeta wan ji bûyerê tine.' [CTV185] Bûyera revandina endamê ERNK Cevat Soysal ya ji Moldova heta Tirkiyê, hêdî hêdî zelal dibe. ERNK di derbarê mijarê de îro daxûyaniyek da û hemû agahiyên berfireh yên di derbarê bûyerê de ji raya gißtî re eßkere kirin. Li gorî daxûyaniya ERNK bûyer wiha qewimiye; Cevat Soysal di çarçoveya xebatên xwe de roja 2 Tîrmehê çû paytexta Moldova Kißnev. Pißtî ku qasî 10 rojan li vêderê ma, roja 13ê Tîrmehê ji bo ku ji malbata xwe re têlefonekê vebike, ji cîhê ku lê bû, derket û ji wê demê û vir ve ti agahî jê ne hate girtin. Li ser vê rewßê, rayedarên civaka Kurd yên li Moldova serî li polês dan û rewß ragihandin. Polês di destpêkê de got ku wan di çarçoveya lêpirsînekê de Soysal girtine bin çavan û rewßek wiha ku ji fikar were kirin, tuneye. Lê belê, 2 roj pißtî bûyerê, polês ji nûnerên civaka Kurd re gotin ku Soysal li cem wan negirtiye û kesekî wisa nas nakin. ERNK di daxûyaniya xwe de dibêje, "Nezelaliya ku tevî vê bersivê destpêkir, Soysal pêr bi revandina tirkiyê ji holê hate rakirin" û diyar kir, revandina Soysal bi teslîmkirina Modovya pêk hatiye. Di daxûyaniya ERNK de tê gotin, Soysal beriya nêzî 5 roj birine Tirkiyeû weke diyarî pêßkêßî wezîrê karê derve yê Almanya Joschka Fischer kirine. ERNK herwiha dide zanîn, bûyer bi armanca pêßîgirtina gera Fischer ya Almanya ku di çarçoveya goftugokirina biryara di derbarê serokê gißtî yê PKK Abdullah Ocalan û pirsgirêka Kurd de hevdîtinan pêk tîne, di heman rojê de qewimî. Rayedarên Moldova-jî îro daxûyanî dan û wiha gotin; "Em kesekî wisa li welatê xwe negirtiye û di birina wî ya Tirkiyê de, ti roleke me tuneye." Rayedarên wezareta karê hundir û karê derve yên Moldova û nûnerên sefareta Almanya îddîa kirin ku haya wan ji bûyerê tune. Heman rayedaran herwiha pirsa me ya "Ka dewleta Tirk li vê derê ti operasyon pêk aniye an na" bê bersiv hîßtin. [CTV186] Parlementoya Ewropayê li ser rewßa serokê gißtî yê PKKê Abdullah Ocalan û paßeroja gelê Kurd biryarek wergirt. Parlemento biryara dardakirina Ocalan ßermezarkir û got, ku dadgeh bi awayekî adil pêknehatiye. Parlementoya Ewropayê ji rêveberiya Tirkiyê re 2 mesajên girîng ßand; 'Cezayê dardakirina Ocalan pêkneyînin û ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bi awayekî siyasî hin gavan biavêjin.' Parlementoya Ewropayê pißtî hilbijartinên di meha Hezîranê de bi endamên xwe yên nû li ser rewßa serokê gißtî yê PKKê Abdullah Ocalan guftûgohkirin û biryar wergirtin. Di destpêka teksa biryarê de, nirxandine gißtî tê kirin. Di vê beßê de ev hevok balê dikßîne: 'Pêwiste ji bo mafên bingehîn yên hindikahiya kurd ya li Tirkiyê, rêz were girtin. Di metnê de beßeke din a balkêß nirxandina di derbarê cezayê dardekirinê de ye. Di biryara parlementoyê de hin beßên girîng ev in: Parlementoya Ewropa 'cezayê dardakirina birêz Ocalan ßermezar dike û ji dadgeha bilind ya tirk daxwaz dike ku di çarçoveya berpirsiyariyên hiqûqî yên peymana mafên mirovan yên Ewrûpa de, biryara dardekirinê betal bike. Parlementoya Ewropayê dibêje, li gel ku dozgerê leßker yê di doza Ocalan hate guhertin-jî mehkemeya birêz Ocalan bi awayekî adîl pêknehatiye. ê herwiha bang li Tirkiyê dike da ku li gorî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê tevbigere. Parlementoya Ewropayê di biryara xwe di wiha dom dike; 'Parlementoyê Ewropayê di wê baweriyê de ye ku biryara îdamkirina birêz Ocalan wê tesîreke mezin li ewlekarî û aramiya Ewropayê bike û pêvajoya entegrekirina Tirkiyê ya di nav Ewrûpa de jî bixe nav astengiyê. Di beßa dawî ya biryarê de herwiha rênîßandan an-jî pêßniyazên di derbarê çareserkirina pirsgirêka Kurd de cih digirin. Li gorî vê yekê, sedemên pirsgirîkê dide ber çavan û pêwîste ku mafên gelê Kurd yên siyasî, naskirina mafên çandî û civakî pêk were û ji bo pirsgrêkê lêkolîn destpê bike û herwiha di vê çarçoveyê de reformên demokratîk pêk werin. Di biryarê de bang li dewletên endam û Konseya Wezîran ya Yekîtiya Ewropayê tê kirin da ku ji bo çareserkirina pirsgirîka Kurd ya li Tirkiyê bibin alîkar û PKK-jî dawî li dijwariyê bîne û li Tirkiyê-jî ji bo xebatên aßtiyê hevkarî pêk were. Di demekê de ku Parlementoya Ewropayê pirsgirêka Kurd guftûgoh dike, serokatiya demê ya Yekîtiya Ewropayê Fînlanda mesajeke zelal da Tirkiyê. Wezîra karê derve ya Fînlanda Tarya Halonen got, ger Tirkiye serokê gißtî yê PKKê Abdullah Ocalan dardabike wê endametiya wan ya ji bo Yekitiya ewropa gelekî zehmet bibe û di pêwendiyên Tirkiye û Parlementoya Ewropayê de, pêvajoyek xirab destpêbike. Wezîra Fînlandî bibîrxist ku hemû dewletên endamê Yekîtiya Ewropayê di derbarê pêkneanîna cezayê dardakirinê de, xwedî prensîbek hevbeßin. Li gorî wezîra karê derve ya Fînlanda Halonen, endamentiya Tirkiyê ya Yekîtiya Ewropa girêdayî pêßxistina mafên mirovan û demokrasiyê ye. [CTV187] Wezîrê karê derve yê Almanya Joschka Fischer ku ji bo serdanek 2 rojan çûye Tirkiyê, hevdîtinên xwe îro berdewam kirin Wezîrê Alman doh li Stenbolê dest bi hevdîtinên xwe kirin û pêßî bi wezîrê karê derve yê Tirk Ismail Cem re rûnißt. Pißtî ku wezîrê Alman û heyeta pê re doh êvarê di saetên dereng de çûn Enqerê, wezîrê karê derve yê tirk Ismail Cemd daxûyaniyek da. Di daxûyaniyiê de hate diyar kirin, ku hevdîtin baß derbas bûne. Cem herwiha di derbarê axaftina Fischer ya ji bo endametiya yekîtiya Ewropa de-jî wiha got: Axaftina Fîscher helwesta Almanya a ji bo Tirkîyê nîßan dide û axaftnek baß bû'. Fischer, bi hevdîtina bi nûnerên dezgeyên komela mafên mirovan yên li Enqerê dest bi serdanên xwe yên îro kir. Di hevdîtina li komela mafên mirovan de, serokê gißtî yê IHD Husnu Ondul, serokê TIHV Yavuz Onen û serokê Mazlum-Derê Yilmaz Ensaroglu tevlî bûn. Fishcer balê kißand ku yekîtiya Ewropa ne civakek olî ye û wiha got: 'Em endametiya Tirkiyê ji bo yekitîya Ewropa destek dikin'. Serokê Komeleya Mafê Mirovan IHDê Hûsnû êndûl, wezîrê Alman, di derbarê binpêkirinên mafê mirovan yên li Tirkîyê û cezayê dardakirinê de, agahdar kirine. Ji alîyeke din ve Parlamenterên Alman ku bi Fîscher re, çubun Tirkîyê, bi endamên komîsyona Mafê Mirovan re, hevdîtin çêkir. Di dema hevdîtinan de Parlanmenterê Partiya Keskan Cem Ozdemir diyar kir ku hißyariya li hemberî binpêkirinên mafê mirovan nayê wê weteyê ku mirov tevli karên hûndirîn ên welateke din dibe, pirsgereka Mafê mirovan pirsgerkek gerdunîye'. Fischer, di dema hevdîtinên xwe de, taybetî li ser cezayê dardakirnê ya Serokê gißtî yê PKKê Abdullah Ocalan rawestiyaye. Fischer, xwestiye ku ceza dardakirnê ku dane Ocalan, pêk neynin. Fischer diyar kir ku eger cezayê dardakirinê li hemberî Ocalan pêkneynin, di civîna Helsinkî ya Yekitîya Ewropa de ku wê di pêßerojê de bê lidarxistin, wê rêyek baß ji bo Tirkîyê vebike. [CTV188] Serokê gißtî yê berê yê HADEPê Murat Bozlak qedexeya siyasetê ku li ser wî û grubek hevalên wî tê meßandin, weke darbeyek mezin li dijî demokrasiyê nirxand. Bozlak da xûyakirin, ji ber vê biryarê endametiya wan ya partiyê ketiye û lewma wî istifa kiriye. Bozlak got, pêwiste partiya wan bixebite û da zanîn, serokekî gißtî ku nikareinisiyatifa xwe bikarbîne, nikare tißtekî bide û ev yek xebatên partiyê-jî asteng dike. Serokê gißtî yê berê yê HADEP Murat Bozlak û grubek endamên HADEPê, di dema partiya Demokrasiyê de ku hatiye girtin, ji ber axaftinên wan yên bi munasebeta 1ê ×lonê roja aßtiya cihanê, li wan salek cezayê girtîgehê hatibû birîn. [CTV189] Oparasyona ku hêzên artêßa Tirk bi 20 hezar leßkerên ve, li herêma Feraßîn ya ßirnex Bêßebabê da bûn despê kirin, bi dawî bû. Di vê oparssayonê de, ji hêzên artêßa Tirk bi tevahî 12 leßker hatin kußtin û li herîma Wanê-jî, car caran di navbera ARGKê û Leßkerên Tirk de, ßer derdikeve. Oparasyona hêzên artêßa Tirk, li herêma Feraßîn ya girêdayî navçeya ßirnex-Bêßebabê, çarßema derbazbûyî bi 20 hezar leßkeran ve, dest pê kiribû. Bûroya Çapemenî ya ARGKê, di derbarê oparasyona hêzên artêßa Tirk de, bi daxuyaniyekê diyar kir ku, di navbera Hêzên Artêßa Tirk û gerîlayên ARGKê de, li çiyayê ßideßke, Dula Kavalê û qerekola Cizîrê, ßer derket. Hate diyarkirin ku di vê tevgera leßkerî ya artêßa Tirk de, leßkerên qereqolên Mêrdîn, ßirnex, Sêrt, Wan û Colemêrgê, cih girtine Bûroya Çapemenî ya ARGKê da xuyakirin ku hêzên ARGKê yên di rewßa parastina aktîf de, bi kemîn û êrißan, bersiv dane tevgêra leßkerî ya artêßa tirk. Daxuyanî wiha berdewam dike: Hêzên artêßa Tirk, dema ji oparasyonê vedigerîyan li nêzî navçeya Bêßebabê, li gerîlayên ARGKê rast hatin û li ser vê yekê di navbera her aliyan de ßerekî dijwar qewimî. Di encama vî ßerî de, 12 leßkerên Tirk hatin kußtin û 6 leßkerên Tirk-jî, birîndar bûn. Li gorî daxûyaniya Bûroya çapemenî ya ARGKê, di nav leßkerên kußtî de, du subayên bi kodnavên Cambaz 48 û ßahîn X, jî hebûne. Bûroya çapemenî ya ARGKê da xûyakirin ku, di vê oparasyonê de, gerîlayan tu zerar nedîtine. Li gorî daxûyanên çavkaniyên herêmê, li herêma Taßtê Medyê, bruskê leßkerên Tirk daye û 3 leßkerên Tirk mirine. Ji alîyeke din ve, Hêzên Artêßa Rizgarîya Gelê Kurdistan ARGKê, doh, êrißek bi roketan bir ser qereqola leßkerên Tirk ya navçeya Wan-Mikisê. Li gorî çavkanîyên herêmî, di encama êrißa gerîlayên ARGKê de, leßkerekî Tirk hate kußtin. Her wiha gerîlayên ARGKê, di heman rojê de, êrißeke din bir ser qereqola leßkerên Tirk ya li gundê Albayrak ku girêdayî navçeya Wan-Elbakê ye. Hate zahîn ku hin leßkerên Tirk hatine kußtin, lêbelê di der barê hejmara kußtî û birîndaran de agahiyeke berbiçav ne hate bidest xistin. [CTV190] Xelkên ku êrîßa li ser gundiyên ßapatana girêdayî navçeya ßemzinan ßermezar dikirin, 38 gundiyên binçavkirî, dane serbest berdan. Li gorî agahiyên nûçegihanên me yên li herêmê; Leßkerên girêdayî Tugaya Komando ya Kayserî ku li qadeke nêzîkî gundê Altinsuyê ku 3 kilomêtre dûrî ßemzînanê ye bi cîh bûne, êrîß birin ser gundiyan. Leßkeran li malên gund geriyan, û bi dar û kuntaxa tifingên di destên xwe de li Gel xistin. Leßkeran 3 gundî bi lêdanê ji dil ve birin, weke ku miribin, ew avêtin keviya çem. Hate diyar kirin, jinên ku 3 gundiyên jixweveçûyî û birîndar anîn gund, rastî heqaretên leßkeran hatin û di navbera leßker û jinan de ßer derket. Leßkeran dûre 38 kesên li gund dan ber lêdanê û ew birin qereqola jandirme ya navçeyê. Pißtî gundî hatin binçavkirin, gundiyên Altinsu, Incesu, Dereboyî û gundiyên mezrayên van gundan hatin cem hev û ber bi navçeyê ve meßiyan. Dema qereqolê, di ketina navçeyê de destur neda gundiyan ku bikevin navenda navçê, Gelê Navçê-jî hatin cem hev û bi armanca pißtgiriyê heta qereqolê meßiyan. Di navbera Gel û leßkeran de nîqaßên bi tund derketin û Gel ji leßkeran xwest ku dawî li zilm û zorê bînin. Pißtî meßa hezar û 500 kesan, Qeymeqam Ilhan Turgut çû cîhê bûyerê, lê belê nekarî Gel bêdeng bike. Gelê ku ber bi navenda navçê ve meßiyan, pißtî ku gundiyên binçavkirî serbest hatin berdan, dawî li çalakiya xwe anîn. Herwiha gundiyên bi navê Siddik Tekin, Haßim Elma û Tayyar Kiliç ku serbest hatin berdan, bi daxwaza dawîanîna zextên li wan, bi qeymaqam re hevdîtinek pêk anîn. [CTV191] Li beldeya Wan Bostanciyê, jinek bi hamile ku rastî êrîßa tîmên taybetî hat, zaroka wê ji ber çû. Li gorî agahiyên bidest ketine, jina bi navê Zeynep Kaplan ku di meha 3"yan de bi hamile bû, dema vedigere mala xwe, rastî êrîßa timên taybetî tê. Pißtî lêdaneke giran ya Timên taybetî, Xizmên Kaplan ew radikin nexweßxanê. Digel mudaxelleya doktoran, zaroka 3 mehî ya Zeynep Kaplan ji ber diçe. Pißtî bûyerê, Kaplan dema ku cem dozgeriyê gilî bik, hate binçavkirin. Xizmên Zeynep dan zanîn ku ew ji ber jiyana wê fikaran dikin û bang li dezgehên mafên mirovan kirin ku alîkariyê bidin wan. [CTV192] Komisyona jinên HADEPî ya Edenê, di derbarê zor û zulma li ser gelê Kurdistanê de ku di van demên dawî de zêdebûne, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de, hate xwestin; kesên ku bûne sedemê kußtina Medine Oncel û Yildiz Aksoy werin girtin. Medine Oncel li Amedê, ji bo ku neyê binçavkirin xwe ji qata 7an ya avahiyekê ve avêtibû û intihar kiribû û Yildiz Aksoy-jî li gundê Qeremêße ya Sasona Batmanê di encama gulebarandina leßkerên tirk de jiyana xwe ji dest dabûn. Di daxuyaniyê de tê bibîrxistin ku hin di ser rapora Hukumeta Ecevit re mehekê derbas nebûye, gelek kes ji ber êßkenceyê hatin kußtin û ji rewßenbirên li Tirkiyê hate xwestin ku berpirsiyariya ku dikeve ser milên wan bi cîh bînin. Komisyona jinên HADEPî ya Edenê di daxuyaniya xwe de wiha dibêje; Em dipirsin; Hun çima ewqas bêdengin. Mîna ku ti tißt nebûye hun tevdigerin. Gelo hun nafikirin ku wê rojekê dor were we-jî. [CTV193] Rêxistina HADEPê ya bajarê Mêrdînê û ßaxên sendikayan yên li herêmê, êrißa li ser karkeran di greva birçî bûnê de, ßermezar kirin. Hate zanîn ku karkerên birîndar ku rakiribûn nexweßxanê, greva xwe li wir-jî, didomînin. Rêxistina Partiya Demokrasiya Gel ßaxê Mêrdînê, êrißa li ser karkeran ßermezar kir û xwest, ku heqdestên karkeran derhal bê dayin. Di daxûyaniyê de wiha tê diyar kirin; 'êriß ji aliyê desthilatdaran ve hatîye lidarxistin. Ew di encama siyaseta inkar û ji holêrakirnê de pêk hatiye. Em vê êrißê bi zimaneke tund ßermezar dikîn'. Di daxûyanîyê de, hat xwestin ku zor û zilma li ser karkeran rabe û bang li raya gißtî kirin da ku hißyar bin. Ji alîyeke din ve, nûnerê Tûrk-Ißê yê herêma 7 an Ramazan Ulaß, Serokê ßubeya Saglik-Ißê ßaxê Amedê Zûlkûf Cantûrk, Sekreterê Belediye-Ißê Tahîr Keskîn, karkerin di greva birçi bûnê de, zîyaret kirin. Nûnerê Tûrk-Ißê Ramazan Ulaß daxûyanîyek da û got: 'Ew ji ti kesî sedeqê naxwazin. Ew berdêla keda xwe û mafê xwe yê civakî yê 15 salan û heqdestên xwe yê 7 salan ku nehatiye dayîn, dixwezin. Ulaß diyar kir ku ji ber êrîßa li hemberî karkeran ewê gilîya serokê beledîyê Abdulkadîr Ulaß yê DYPyî bikin. Her wiha Ulaß got: 'Em heta encamekê bidestnexin, dev ji vê bûyerê bernadin. Ulaß da xûyakirin ku wan ji bo hevdîtinan serî li walîtiya Bajarê Mêrdînê dane, lê belê hê jî bersiveke erênî bi dest ne xistine. [CTV194] Heyeta Yekitî Nißtimanî Kurdistan YNKê ku beriya du rojan çubu Enqerê, doh dawî li hevdîtinên xwe anin. Heyeta YNKê, di hevdîtinan de, îddiayên rayadarên Tirk ku dibêjin alîkarîya PKKê dikin red kir û diyar kir ku rastî ji aliyê PDK ve ßaß têne nîßandan. Di hevdîtinan de hate ziman ku wê ji Enqerê heyetekê biçe baßûrê Kurdistanê, lê belê di derbarê hedef û armanca heyetê de ti daxuyanî nehate dayîn. Heyeta YNK ji bilî rayedarên wezareta karê derve ya tirk, doh herwiha bi sefîrên Amerikî û Ingiliz yên li enqerê re-jî hevdîtin pêkanî. Heyeta YNK pißtî van hevdîtinên xwe ji Enqerê veqetiya. [CTV195] 'Platforma Kedê' ku ji rayedarên sendikaya Karker û Kermendan, Cemîyeta Karkerên Teqawit û rêxistinên din yên sivîl pêk tê, îro li hev kom bû. Platforma Kedê, di navenda Gißtî ya Turk-Ißê de civiya, û mîtinga ku tê hêvîkirin, di 24 Tîrmehê de li Meydana Kizilayê were lidarxistin, nirxandin. Di encama civînê de, serokê gißtî yê Turk-Ißê Bayram Meral, daxûyaniyek da. Serokê gißtî yê Turk-×ßê Bayram Meral pißtî civîna du seatan dom kirbû, da zanîn ku wan di civînê de, li ser mîtinga 24 Tîrmehê û çalakiyên din ên paßerojê guftugo kirine. Meral diyar kir ku, hûkûmeta Tirk heta niha bersiveke erênî ne daye çalakiyên wan ên hatine lidarxistin. Meral ji hûkûmeta Tirk xwest, ji bo meaßên karker û teqewîdan, serî li hin tedbîran bide. Meral di berdewamîya daxûyanîya xwe de got: 'pêßniyaz qanûna ewlekarîya civakî û zama kêm a heqdestan', ti pêwendîya wê bi reforman re tineye. Meral xwest ku hûkûmet ji nû ve 'pêßniyaz qanûna ewlekarîya civakî û zama kêm a heqdestan' di ber çavan re bê derbaz kirin û eger ev yek pêk neyê ewê çalakiyên xwe berdewam bikin. Meral diyar kir ku pirsgerek ne tenê ya Karmend û Karkerane û bang li hemu kesî kir, ku tev li mîtînga 24ê Tîrmehê ya li Meydana Kizilayê bin. [CTV196] Li Tirkîyê, tevî hemû reaksîyonên Karmed û karkeran, hûkûmet israra xwe ya 'pêßniyaz qanûna reformê ya ewlekarîya civakî û zama kêm a heqdestan', berdewam dike. Li hemberî vê helwesta hûkûmetê, li Antalya karkerê teqawit Mehmet Alî Oysan protestoyeke seyr pêk anî. Em niha protestoya Mehmet Alî Oysan ya seyr û bi wate, tînin ser ekranên we. Oysan, bi tabelayeke li ser' Kedkarê teqawîtkirî yê parsek yê komara tirk' nivîsandî, li ber avahîya navendî ya PTT a Antalya, bi parskirina peran,hûkûmeta Tirk protesto kir. Mehmet Alî Oysan wiha diyar kir; 'bi xêra pereyê ji alîyê Komara Tirk ve, tê dayîn, ez parsê dikim. Kesên em xistine vê rewßê, Komara Tirk bixweye'. Oysanê ku bala gelek kesan li ser bû, axaftina xwe wiha berdewam kir; 'Bi 75 milyonan ve, mirov nikare se û pisîkê xwedî bike. Niha bila jehrê bidin me. Berîya çend rojan seyek kußtin bila wisa li me-jî bikin, me ji vê rezaletê xelas bikin. Ti kesê me tineye ku êrißê-jî, bine serme. Hûn me fêm dikin, eger me-jî, li cem mirovên bêßeref cîh bigirta, wê demê cihê me jî wê dinav civakê de heba. Niha di nav civakê de em ni xwedî tu cihî ne, rewßa me ne tu rewß e. [CTV197] Serokê baroya Stenbolê Yucel Sayman bi daxûyaniyekê da zanîn, ku avukat nikarin wezîfeya xwe ya parastinê bi cîh bînin. Sayman dibêje, hemû hukumetên siyasî li gorî xwe sistemek huquqê dixwazin û lewma dema ku avukat wezîfeya xwe ya parastinê bi cîh tînin, gelek caran rastî êrîßan tên. Serokê baroya avukatên Stenbolê Yucel Sayman ji bo nirxandina sala edlî bi komîta rêvebirên baroyê re civînek çapemeniyê lidarxist û diyar kir, ligel pirsgirêkên li pêßiya xebatên huquqî yên avukatan, niha êrîßên dijwar-jî pêk tên. Ji ber ku muvekîl û avukat weke hev têne nirxandin, 2 avukat bi kêr û çekên cûda hatine birîndar kirin û ev yek ji ber helwestên hukumetên siyasî derdikevin holê. Sayman herwiha dibêje, hukumetên siyasî dixwazin ku sistema huquqî li gor berjwendiyên wan bixebite û lewma li Tirkiyê sistema huquqê ne demokratîk e û bi vê sistemê ticar edalet bi cîh nayê. Òdî wer bûye ku dema avukat diçin avahiya polêsan ne wêrin ku bêjin, ew avukatin û ji bo parastina muvekîlên xwe hatine. Ji ber ku polês û hêzên ewlekariyê dema navên avukatan dibihîsin êrîßî wan dikin. Yucel Sayman di berdewama daxûyaniyê de dibêje, berî niha bi awayekî serfirazî dikarîbûn bêjin ku ew avukatin, lê ji ber siyaseta hukumetan ya li hember huquqê, niha ew nikarin bi hêsanî nasnameya xwe eßkere bikin. Niha ew mecbur mane ku parastinê biparêzin. Lewma, Sayman dibêje ewê li hember êrîßên hukumetan yên li ser huquqê rawestin. Ji vir û pêde, derdorên ku êrîßî parastina huquqî û avukatan bikin, wê li hember xwe baroya Stenbolê bibînin. Li aliyê din, serokê dadgeha bilind ya Tirk Sami Selçûk daxwaz kir ku destura bingehîn ya Tirk ji nû ve were nivîsandin. Selçuk dibêje, demek dirêje ku ew vê yekê dixwaze û pêwiste ji A heta Z destura bingehîn biguhere. Guhertina destura bingehîn ji bo Tirkiyê ferz e. Sami Selçuk balê dikßîne ser gotina "Dewleta huquqê" û dibêje, Ger hun bêjin dewleta huquqê, wê gavê dewlet huquqê birêve dibe. Lê, ger hun bêjin huquq serdeste, wê gavê dewlet û kes li hember huquqê weke hevin û civak huquqê destnißan dike. Serokê dadgeha bilind Sami Selçuk di dawiya axaftina xwe de dibêje, biwêja serdestiya huquqê ya li gor destura bingehîn tenê di sondxwarina serokkomar û parlamenteran de, derbas dibe. Wekî din, serdestiya huquqê li ti deverê nayê bilêv kirin. [CTV198] Birayên bi navê Kemal û Bulent Erturk ku ji ber îddîaya êrîßa bombeyî ya li dijî Waliyê Çankiri Ayhan Çevik pêk anîne hatibûn girtin, pißtî ku daxwazên wan hatin qebûl kirin, di roja 66"an de, dawî li greva xwe ya birçîbûnê anîn. Hate diyar kirin ku tedawiya birayên Erturk hatiye qebûl kirin. Rayedarên serdozgeriya Eskißehîrê-jî diyar kirin, ji bo ku herdû birayên Erturk bißînin girtîgeha Nevßehirê, ew li benda talîmata wezaretê ne. Di vê navberê de, li zindanên din-jî çalakiyên girtiyan bi dawî bûn. Girtî li 6 girtîgehan, bi tevahî 43 gardiyan rehîn girtibûn û li 14 girtîgehan-jî hêjmara xwe nedidan hundur. Li girtîgeha girtî ya navendî ya Ulucanlara Enqerê, çalakiya rehîn-girtina 8 gardiyanan doh bi ßev di encama lihevhatinekê de bi dawî bû. Avukatên endamên komela huquqnasên hemdem bi girtiyan re hevdîtin pêk anîn û dan zanîn, ßandina Bulent û Kemal Erturk ji girtîgeha tipa taybetî ya Eskißehirê li girtîgeha girtî ya Nevßehirê, ku yek ji armanca çalakiyê bû, hate qebûl kirin. Li girtîgeha Stenbolê-jî, bi ßev derûdora saet 23"an çalakiyek li dar xistin û ne hißtin werin hejmartin. Wekîlê Serdozgeriya Komara Stenbolê Yilmaz Kuyumcu li girtîgeha Bayrampaßa daxûyaniyek da çapemeniyê û got, ev çalakî di encama hevdîtinên erênî de bi dawî bûye. Pißtî girtîgehên Enqere û Stenbolê, çalakiyên li girtîgehên din-jî îro di encama lihevhatinan de qediyan. Çalakî bi armanca ßandina girtîgehên din, rawestandina avakirina girtîgehên bi tipa F û pißtgiriya çalakiya Kemal û Bulent Erturk ku hatibû sînorê mirinê, hatibûn lidarxistin. [CTV199] ßaîr Can Yuce, ku beriya demekê li Zaningeha 9ê ×lonê beßa Tibê xisti bûn bin tedawiyê, rewßa wî ya tenduristî hînê di xeterê de ye. Doktoran diyar kirin ku di rewßa tenduristî ya Can Yûce de, ti guhartin tineye. Doçent Doktor Mehmet ßen da xûyakirin, Can Yuce ji ber tedavîya kanserê ku di aloqên wî de derketi bû û ber bi giyanê wî ve belav bû, ew rakirine nexweßxanê, lê belê gohartinek di tenduristiya wê de, hinê tineye'. Doktoran gotin, bi takvîye kirina Oksijen û Avê ku bi rêya damaran ve tê dayîn, jiyana xwe didomîne. [CTV200] Cenazê John F. Kennedy Junior ku roja ×na derbasbûyî di qezayek balafirê de jiyana xwe ji dest da, hate ßewitandin û xweliya wê avêtin Okyanusa Atlantîkê. Merasîma cenazên Kendî, jina wî û baldûza wî, ji aliyê wezareta parastina Emerîka Pentagon ve tê organîze kirin. Cenazê John F. Kennedy Junior ku ßeva îna derbasbûyî bi balafira ve winda bûbû,doh hate dîtin. Doh bi ßev-jî cenazên jina Kennedy Carolyn û balduza wî Lauren Bessette ji okyanûsê hatin derxistin. Cesed li beßê pêßî yê balafira ji yek-motorî hate dîtin û li gorî saeta herêmî di 16 û nîvan de ji avê hate derxistin. Cenaze, li 12 kilomêtre dûrî girava Martha"s Vineyard ku girêdayî eyaleta Massachussets e, hatin dîtin û ji qasî 30 mêtre kûr binê avê hatin derxistin. Pißtî ku pisporên tipê li ser cenaze lêkolînkirin, ew teslîmê malbatên wan kirin. Xusk û birayên John Kennedy û Bessett îro li gorî saeta herêmî di 11"an de New Yorkê li dêra Katolik ya Romayê, wê merasîmek olî çêbikin. Malbata Besset wê li dêrek eyaleta Konnektikut-jî li lê dijîn, roja ßemiyê saet di 19 û nivan de, merasîmeke duyem ya olî lidarbixin. Pißtî ku kurê yek ji serokên berê yê Emerîka John F Kennedy di qezayek trajik ya balafir de mir, beßekî raya gißtî ya Emerîka dest bi lêpirsînkirina hukumetê kir ku ji mijarê re eleqeyek zêde mezin nîßan dide. Ji rojnameyên pêß yên Emerîka The Washington Times îddîa kir ku mijar di çapemeniyê de tê mezin kirin û di derbarê vê mijarê de cîhekî fireh da nivîsên rexneyî. Serokê Emerîka Bill Clinton-jî civînek çapemeniyê organîze kir û bersiv da rexneyan. Clinton got, rêvebir girîngiyeke taybetî da lêgerîna Kennedy, ji ber ku di dîroka Emerîka de, roleke taybetî ya malbata Kennedy heye. Clinton wiha axivî; "Eger di vî karî de tißtekî ßaß heye, kêmasî li cem mine. Ji ber ku min talîmat dan." [CTV201] Artêßa komarger ya Irlanda Bakur IRAyê hukumeta Ingliz û partiyên yektîgir hißyar kirin. Konseya leßkerî ya IRAyê diyar kir, derdorên ku niha li Irlanda Bakur bûne sedemê xitimandina siyasetê bi muneqeßeyên bêçek-kirinê dixwazin IRAyê têk bibin. Lewma, ji bo rewßa siyasî were guhertin, IRA ji hukumeta Ingiltere daxwaz kir ku têkeve nava hewldanan. Ji ber ku li Irlanda Bakur xalên peymana bi cîh nayê û nakokî dijwar dibe, artêßa komarger ya Irlanda Bakur IRAyê daxûyaniyek da. Konseya leßkerî ya IRAyê, di daxûyaniya xwe de hukumeta Ingiltere û yekîtîgiran tewanbar dike û dibêje; "bi muneqeßeyên li ser bêçekirina IRAyê hukumeta Ingliz û partî Yekîtîgiran, siyaset xetimandine." Li gor daxûyaniya IRAyê bûyerên 15 mehên vê dawiyê, pêvajoya aßtiyê pûç kiriye û ya dawî-jî parlamentoya herêmî bûye qurbanê van bûyerên neyînî. Herwiha, tê gotin derdorên yekîtîgir, ku dixwazin Irlanda Bakur di bin desthilatdariya Ingiltere de bimîne, bûne sedemê xetimandina siyasetê û rewßa neyînî. Konseya leßkerî ya IRAyê di berdewama daxûyaniya xwe de wiha dibêje; "Eßkereye ku derdorên yekîtîgir, helwestên xwe yên astengkirina pêvajoya aßtiyê, berdewam dikin. "Bi gißtî, ji xitimandina pêvajoya aßtiyê û bi taybetî-jî li Irlanda Bakur ji ber ku saziyên demokratîk nikarin bixebitin hukumeta Ingiltere ji vê yekê berpirsyar e. IRA dibêje, Siyasetên niha yên yekîtîgir, û hukumeta Ingiltere ji bo têkbirina rêxistina wan e û daxwaza bêçekirina IRAyê-jî xizmeta vê polîtîkayê dike. Konseya leßkerî ya IRAyê agirbestên berî niha bi bîrdixîne û dibêje; hukumeta Ingiltere di dema agirbestan de helwestên neyînî nîßan da û encamên wê helwestê ji aliyê raya gißtî ve baß tê zanîn. Partî û saziyên din ku peymana aßtiya Irlanda Bakur imze kirine daxûyaniya IRAyê bi awayekî negatif dinirxînin. Wezîra Ingiltere ya ji Irlanda Bakur berpirsyare Mo Mowlim daxûyaniya IRAyê weke "ji rewßa ku tê de ne re alîkarî nake", nirxand. Berdevkê serokwezaretiya Ingiltere diyar kir ku di daxûyaniya IRAyê de ti mijarên nû tuneye. Derdorên Yekîtîgir jî vê daxuyaniyê weke tehdîda herî mezin ya li dijî pêvajoya aßtiyê dinirxînin. [CTV202] Pêvajoya aßtiyê ya li Kolombiyayê destpêkiriye, di rewßeke pir hesas de ye. Serok dewletê Kolombiya Andres Pastrana da zanîn, heger pêvajoya aßtiyê nemeßê ewê serî li rêbazên leßkerî bide. Pastrana herwiha, weke sedema rewßa hesas ya pêvajoya aßtiyê gerîlayên Hêzên ßoreßger ên Çekdarên Kolombiya FARK, nîßan da û ew bi van gotinan hißyar kirin: Bêhna min teng dibe. Pastrana li ser mijara astengiyên li pêßiya hevdîtinên aßtiyê yên ku di meha çile de dest pê kiribûn, daxuyaniyek da û tê de bi van gotinan FARK sucbar kir: Ji bo pêkanîna aßtiyê cidiyet, berpirsiyarî û îtîbar pêwiste. Pastrana gotinên xwe yên tehdîtkar yên li hemberî gerîlayên FARKê wiha berdewam kirin: FARK hem bêhna hikûmetê hem jî ya 38 milyon kolombiyayî teng dike. Ji ber vê yekê pêwist e lîderiya gerîlayên FARKê vê yekê fêm bike. Serokdewlet Pastrana gerîlla hißyarkirin û îdîa kir ku ewê serî li rêbazên leßkerî bide û got: Artêßa me him ji bo aßtiyê û him-jî ji bo ßer amadeye.' Cudahiya navbera van gotinên serok dewletê Kolombiyayê û axaftinên wî yên nerm ên berê, weke guhertineke mezin hate ßîrovekirin. Di destpêka vê salê de meha Çile, di navbera hukumeta Kolombiyayê û gerillayên rêxistina FARKê de pêvajoya aßtiyê destpêkiribû lê belê ji ber hin nakokiyanhevdîtinên wan qutbûn. Hefteya derbasbûyî roja dußemê pêwîstbû ku di navbera her du aliyan de hevdîtin pêbihatana lê belê vê carê jî aliyan li ser awayê pêkanîna hevdîtinan li hev nekiribûn û careke din hevdîtin rawestiyabûn. Mijara astengiyên li pêßiya hevdîtinên navbera her dualiyan, niha maye li benda komîteyeke navnetewî ya ku ji bo çavdêriya hevdîtiana wê were pêkanîn. [CTV203] Niha-jî, di dorê de nûçeyên li ser Çîn û Hindistanê keßtiya ezmanî ya Kolombiya hene. ÇIN Rêveberiya Emerîka, ji bo alozîya di navbera Çîn û Tayvanê wernegere ßerek leßkerî, tedbîr girt û bi helwesta xwe pißtgirî da rêveberiya Çînê. Serok Dewletê Tayvanê Lee Teng-Hui daxwaza statuyeke wekhev dike. Serokê Amerîka bi telefonê bi serokên her du welatan re bi telefonê peyivî, di pey re jî da zanîn ku ew destekê dide siyaseta Çîneke yekgirtî. Tevî vê destekê, Klîntin diyar kir, ewê qebûl nekin ku Çîn li hemberî Teyvanê serî li darê zorê bide. Rêvebiriya Waßingtonê, ji bo ku pirsgerek bê çareser kirin, heyetek ßand her du welatan. HINDISTAN Hindinsan Bombebarana xwe ya li bakurê Keßmîrê berdewam dike. Rayadarên Hindistanê diyar kirin ku 100 150 mîlitên Keßmîrê ku tê gotin ji Pakistanê derbasî sinûr bûne û li gelîyê Mußko û Drasve Kargilê, bi cîh bûne. ßerê du mehan yê di navbera Hindistan û Pakistanê de, beriya du hefteyan bi peymanekê ve, bidawî bibû. Di peymanê de hati bû diyar kirin ku militanên Keßmîrê ku ji sinûr derbaz bûne, wê paßve bikßînin. EMERIKA Di dîroka Xebatên Esmanî yên Emerikayê de, ev cara duyeme keßtiya esmanî ya di bin fermandariya jinekê ku wê bißandana Kolombiyayê, tê paßve xistin. Xebatên Avêtina Esmanî ku wê sêßema derbazbûyî bihata avêtin, bi sedema ku hidrojen pire, dema ku 6 saniye mabû rabûna keßtiyê îptalkirin. Tê hêvî kirin, ku îro seat di 00. 28 an de keßtî ber bi ezmanan ve were birêkirin. Di vê navberê de, tê gotin firandina keßtiya Kolombiyayê, rastî heman dema projeyeke din a NASAyê hatiye û ev yek jî ji aliyê zanistî ve ji bo keßtiya Kolombiyayê weke xetere tê nirxandin. [CTV204] Cevat Soysal, ew ifadeyên li emniyetê qebûl nake Cevat Soysal ku bi rêbazên tarî ve ji Moldova revandin Tirkiyê, jibo ku îfadeyên wî bigrin, îro derxistin dadgeha ewlekariya dewletê ya Enqerê. Cevat Soysal ku ev çend rojin di bin lêpirsina îstixbarata Tirk MITê deye, îro derxistin pêßberî DGMya Enqerê. Soysal ji aliyê dozgerê Tirk Nuh Mete Yûksel ve, tê lêpirsîn. Soysal beriya ku bibin DGM ya Tirk, birin tipa adlî û di rê de dema ku dixwest îßareta serkeftinê bike, ji aliyê polêsên Tirk ve, hate asteng kirin. Eßere bû ku Soysal, di rê de zehmetî dikißand. Cevat Soysal, di dema mehkemê de diyar kir ew ifadeyên li emniyetê qebûl nake. Pißtî lêpirsîna li cem serdozgeriyê, Cevat Soysal bi cezayê xala destura bingehîn ya 168"an, ßandin dadgehê. Li gorî xala 168 an ya destura bingehîn, ewê herî kêm bi 15 salan cezayê zindanê were mahkum kirin. Pißtî ku dîmenên yekem yên li ser Cevat Soysal ji televizyonan hatin weßandin, Eniya rizgariya netewa Kurdistan ERNK rêxistina Ewropa daxûyaniyek da û wiha got: "Bi dîmenên ku di televizyonan de derket, bi awayekî fermî hate nîßandan ku li hevalê me Cevat Soysal êßkence hatiye kirin. ERNK got, ewlekariya jiyana Cevat Soysal di nava xeterê deye û daxwaz kir ku dezgeyên navnetewî bikevin nava tevgerê. "Çawa ku eßkereye, edî nikare were inkar kirin ku Soysal di bin çavan de hatiye êßkence kirin. ERNK di daxûyaniya xwe de herwiha bi bîr dixe ku Soysal doh êvarê bi lezgînî rakiribûn nexweßxanê. Nerazibûnên li hember vê çalakiya Korsanwarî berdewam dikin Cevat Soysal digel mafê statuya siyasî ku Almanya dabûyê, li nava dilê Ewropa hate girtin û revandin Tirkiyê. Serokê Kongreya Netewî ya Kurdistanê Ismet ßerif Wanli di derbarê mijarê de daxuyaniyek da û ev bûyer weke berdewama tevgera zora li ser gelê Kurd nirxand. Wanli bûyera revandinê protesto kir û bi bîr xist ku ev yek li dijî huquqa Navnetewî û ya Almanya ye. Ji aliyê din ve, Parlementera Parlementoya Ewropa ya ji partiya Sosyal Demokrat ya Almanya PDS Feleknas Uca ya Kurdistanî-jî ev bûyera revandinê protesto kir û got: "ji bo ku partiya wan bikeve nava hewldanan, ewê li ser mijarê hin lêkolinan pêk bînin. Parlementerê partiya Keskan Ozan Ceyhun-jî ji televizyona me re da xuya kirin, dibe ku ev yek provokasyona hin derûdoran be ku çareseriya pirsgirêka Kurd naxwazin û balê kißand ku bûyer rastê serdana wezirê karê derve ya Almanya Joschka Fischer ya Tirkiyê hatiye. Di derbarê teslimkirina Cevat Soysal ya tirkiyê de, dewleta Moldova berpirsiyariya xwe hin-jî inkar dike. Ji Almanya-jî hin daxuyanî tên dayîn, dibêjin; divê bûyer zêde mezin neyê nißandan. Berdevkê wezareta karê derve ya Almanya Doktor Volker Pellet di derbarê revandina Cevat Soysal de da xuya kirin, pêwiste bûyer zêde neyê mezin kirin. Pellet revandina Soysal weke bûyereke piçûk nirxand û iddia kir ku Soysal ne di bin ewlekariya Almanaya deye. Pellet da xuya kirin, ji ber ku Moldova peymana Cenevre imze nekiriye, Almanya nikare di derbarê bûyerê de bikeve nava hewldanên diplomatik û da zanin: "Di vî warî de, tenê Komiseriya bilind ya Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî dikare mudaxale bike. Ji rayedarên wezareta karê hundur ya Almanya Kerstin Tiessler-jî da xuya kirin, bûyerek bi vî rengî dikare were serê herkesê ku diçe serdana welatên din û bi daxuyaniyên xwe yên balkêß got: Almanya nikare herkesî biparêze. [CTV205] Keçên Kurdistaniyên li Almanya ji bo di fuhußê de bikarbînin, têne revandin Kurdistaniyên ku li almanya bi zehmetiyên mezin re rû bi rûne, herwiha bûyerên qirêj û gemar ku mirovan di ßermê de dihêlin, tên serê wan. Keçên Kurdistaniyên li derûdora bajarê Almanya Celle ji bo di fuhußê de bikarbînin, têne revandin. Hate ragihandin, ku bi qasî 50 keçên Kurd yên temenê wan di navbera 14 û 18 salan dene, wenda bûne. Rojnameya Ozgur Polîtîka ku li Almanya tê weßandin, di rûpelên xwe de cih daye bûyereke ßerma mirovahiyê. Rojname bi sernivîsa 'mexlûqên kirêt'ji surmanßetê radighîne zarokên malbatên Kurd ku ji zext û zilma dewleta Tirk welatên xwe terk kirine û hatine Almanya direvînin û wan di fuhûßê de bikartînin. Di nûçeyê de tê gotin, zarokên di temenên 14 û 18 salî de ji malbatên wan direvînin û li bajarên Hamburg, Kassel û Essenê difiroßin. Yekîtiya Êzidiyên Kurdistanê li ser vê mijarê pêr li bajarê Cellê civînek çapemeniyê lidarxist û gelek malbatên ku zarokên wan, wendabûne beßdarî civînê bûn. Malbatên zarokên wendabûne diyarkirin, haya polêsên alman ji vê yekê heye û almanekî bi navê Kurt Muller ku bi salane li Cellê dixebitê û malbatên Kurdan nas dike, serkêßiya vî karê qirêj dike. Li gorî daxuyaniya malbatên Kurdan, almanê bi navê Kurt Muller eleqê pola li xwe dike û çek bi wî re ye, pere dide zarokan û wan dixapîne da ku ji malê birevin û wan di fuhûßê de bikartînin. Serokê Yekîtiya Êzidiyên Kurdistanê ßêx Behcet Kizilyel ji rojnameyê re da zanîn, ku Kurt Muller keçên Kurdan dibe gundê Redesloh ya navçeya Gîforna bajarê Celle û zorê dide wan da ku fehûßê pêk bînin. Malbatên Kurdan vê bûyerên ji bo raya gißtî ya Alman û Kurdistanê radighînin û dixwazin ku pêß li vê yekê were girtin. Malbatên Kurdan dibêjin ger rayedarên Alman pêßî li van bûyerên kirêt negirin ewê bi xwe hesabê vê yekê ji sûcdaran bipirsin. Kurdistaniyan herwiha diyarkirin, sîstema ku mafê jiyanê nade wan, li her derê wan dißopîne û bê huzûr dike, ewê-jî wê sîstemê rehet nehêlin. Di civîna çapeminiyê de, hate gotin ku heta niha malbatên Kurdan dema ku zarokên wan wenda dibûn serî li polêsên alman didan, polêsên alman jî digotin, PKK zarokên we revandiye, lê niha eßkere bû çi bi serê zarokên wan tên. Di rojnameyê de herwiha hate ragihandin, ku malbatên zarokên wendabûyî roja yekßemê li bajarê Celle wê civînek berfireh ya çapemeniyê lidarbixin. Di derbarê bûyera revandina keçên Kurdan de me serî li Navenda Polês ya Celle da. Navenda Polês ya Celle da zanîn, beriya niha li ser revandina keçên Kurdan yên di dema derbasbûyî de, gillî hatibûn kirin. Berdevkê çapemeniyê yê navenda Polês Lindemberg got, hin nûçe hene ku dibêjin keçên di dema derbasbûyî de wenda bûne, ji aliyê PKK ve hatine revandin, lê belê, polês di derbarê vê mijarê de ti daxûyanî nedaye. Lindemberg got, di derbarê bûyerek nû de, li cem wan ti gillî ne hatiye kirin, eger malbatên Kurd serî li wan bidin, ewê dest bi lêpirsînê bikin. [CTV206] Artêßa Tirk, Kurdistan hewldan operasyonekê lidarbixin Hêzên artêßa Tirk, doh li rojhilatê Kurdistan, li herêma Katurê, hewldan operasyonekê lidarbixin. Hate diyarkirin, ku artêßa îranê, vê carê rê nedaye operasyona artêßa tirk. Heftiya derbasbûyî hêzên dewleta Tirk li herêma Pîranßehrê bombe barandibûn ser kesên sivîl. Li gorî ajansa nûçeyan ya fermî ya îran IRNAyê; artêßa Tirk doh serê sibê, bi armanca lidarxistina operasyonekê li ser tixûbê îranê hin yekîneyên xwe bicihkirin. Li ser vê rewßê, îranê jî li heman herêmê gelek leßker bicihkirin û bi vî awayî fersend nedan ku artêßa tirk dest bi opersyonê bike. Hate ragihandin ku artêßa tirk dixwest bi operasyonekê êrîß bibe ser herêma Katurê. Ajansa îRNAyê li ser bûyera vê dawiyê da zanîn ku wezareta karê derve ya îranê gazî rayedarên sefereta Tirkiyê yên li Teheranê kiriye. Berpirsyarê maseya Asya Navîn yê îranê bi rayedarên Tirk re hevdîtinek pêkanî û ji wan re got, ku mafên îranê yên xweparastinê heye û herwiha ji hukumeta Enqere xwest ku bûyerê eßkere bike. Balafirên ßer yên hêzên çekdar yên Tirk di 18 Tîrmehê di li dijî herêma Rojhilatê Kurdistanê Pîranßahrê êrîßek pêkanîbûn. Di encama vê êrîßê de, 5 kesan jiyana xwe wendakiribûn û 10 kes-jî birîndar bûbûn. Hukumeta îranê ji ber vê êrîßê, dewleta Tirk hißyarkiribû û diyarkiribû ku ew mafê xwe yê bersivdayînê diparêze. Rayedarên Tirk di derbarê bûyerê de daxuyaniyek dan û îddia kirin, ku 2 leßkerên wan bi ßaßitî sînor derbaskirine, lê belê sinorê îranê bi zanebûn nehatiye binpêkirin. [CTV207] Gêrîllayên ARGK di nava rewßa parastineke aktîf dene Li bakurê Kurdistanê, gêrîllayên ARGK li hember hêzên artêßa Tirk ku di demên dawî de operasyonên xwe zêde dikin, di nava rewßa parastineke aktîf dene. Leßkerên Tirk ku li herêmên çiyayî yên Çewlikê derketibûn oparasyonê, ketin kemînên gerîlayên ARGKê. Ji alîyeke din ve, li herêmên Mêrdîn û Wanê-jî, di navbera gerîlayên ARGKê û Leßkerên Tirk de, ßer derket. Di encama van ßeran de, 8 leßkerên Tirk hatin kußtin û 10 leßker-jî, birîndar bûn. ÇEWLIK Li gorî agahîyên nûçegihanên me yên li herêmê. Konvoyeke leßkerî ya ji 10 wesaîtan pêk dihat, li herêma navbera navçeya Çewlik Dara Hênê û navçeya Amed Licê de, li mintiqeya Koztepe kete kemîna gerîlayên ARGKê. Hate ragihandin ku gerîlayên ARGKê bi roketavîjan êriß birin ser panzereke leßkerî. Di encama êrißa gerîla de, panzera leßkerî teqiya û hin leßkerên tê de hatin kußtin, hin ji wan jî birîndar bûn. Hate hînbûn ku 2 ambolansên leßkerî kußtî û birîndar anîne navçeya Dara Hênê û ji ber vê êrißa gerîlla tevgera leßkerî ji bo demekê hate rawestandin. MÊRDÎN Hêzên Artêßa Tirk li herêma navçeyên Masêrt, Midyat, Stewrê û Kerborana Mêrdînê, berîya mehekê û vir ve, tevgêra leßkerî berdewam dike. Beriya du rojan, tîmên taybetî ku bi armanca êrißê bibin li ser herêma Kerboranê rêketi bûn, ketin kemîna gerilayên ARGKê. Di encama kemîna ßervanên ARGKê de, di navbera her du aliyan de ßerek qewimî û ßer bi qasî saetekê dewam kir. Di encama vî ßerî de, endamekî tîmê taybetî yê bi navê Kamîl Koç ku ji Kirikkalê bû û yekî din ê navê wî nehate zanîn, hatine kußtin û 3 endamên din ên tîmên taybetî, birindar bûn. Pißtî ßerê di navbera gerîlayên ARGKê û Tîmên taybetî yên Tirk de, leßker ber bi herêma ßer ve hatin ßandin. WAN Gerîlayên Artêßa Rizgarîya Gelê Kurdistan ARGKê, beriya du rojan bi roketavêjan êriß birin ser qerekola leßkerên Tirk ya gundê Bebleßina girêdayî navçeya Wan-Elbakê. Li gorî agahîyên bi dest ketine, 3 raketavêj li avahîya leßkerî ketine û ji bilî xesera maddî 5 leßker hatin kußtin û 7 leßkerên Tirk-jî, birîndar bûn. Hate hîn bûn ku, leßkerên birîndar rakirin nexweßxaneya leßkerî ya bajarê Wanê. Ji aliyê din ve li gorî çavkaniyên nûçeyên Tirk, Hêzên Artêßa Tirk ku li herêmên Amed, ßirnex û Dêrsimê dest bi oparasyonan kirine diyar kirin, ku di encama ßer de, 5 gerilayên ARGKê jiyana xwe ji dest dane. Di derbarê mijarê de, gerîlayên ARGKê hin ti daxûyanî nedane. [CTV208] 3 gundiyan ji ber ku di binçavan de îßkence dîtibûn Pißtî meßa pêr ya li navenda ßemzinanê ku bi armanca ßermezarkirina êrîßa leßkerên Tirk ya li ser gundê Altinsu hatibû lidarxistin, doh-jî esnafan dikanên xwe girtin. 3 gundiyan ji ber ku di binçavan de îßkence dîtibûn, raporek ku dibêje nikarin 10 rojan kar bikin, girtin. Pißtî ku leßkerên artêßa Tirk avêtin ser gundê Altinsu yê girêdyî navçeya Colemerg ßemzînanê, nißtecihên navçê-jî pêr li dijî vê bûyerê meßek protestoyê pêk anînbûn. Aloziya ku dûre derket, hîn-jî berdewam dike. Pißtî meßa pêr ya li navçeyê, esnafan-jî îro serê sibê bi armanca ßermezarkirina zexta leßkeran, dikanên xwe girtin. Leßkeran dema dîtin ku dikanên her roj serê sibê saet di 06 û nîvan de dihatin vekirin, ew roj heta saet 9an venebûn, hatin çarçiyê û gotin eger dikan neyên vekirin ewê kilîdên dikanan bidin ber gulelyan û bi darê zorê wan vekin. Li ser vê yekê, esnafan ji neçarî pißtî demekê deriyên xwe vekirin, lê belê hin esnafan dikanên xwe venekirin. Pißtî ku pirraniya dikanan hatin vekirin, heyetek ji 15 kesî ku di nav de muxtarên gund, serokên navçê yên HADEPê, ANAP û DYPê hebûn, bi armanca gillîkirina zexta leßkeran, çûn cem qeymeqam Ilhan Turgut. Heyeta ku pirsgirêk ji qeymeqam re anîn ziman, ji hevdîtina xwe encameke berbiçav wernegirtin û vegeriyan. Pißtî hevditinê, Qeymeqam Ilhan Turgu bi daxûyaniyekê diyar kir ku li navçê ti pirsgirêk tuneye û îddîa kir ku heyeta hatiye cem, pirsgirêkên dibistanê anine ziman. Li aliyê din, rêvebirên HADEPê yên navçeya ßemzînanê Siddik Tekin, Haßim Elma û Tayyar Kiliç ku pêr li gundê Altinsu bi lêdanê hatin binçavkirin û rewßa wan ya tenduristî girane, doh cara duyem çûn nexweßxaneya dewletê ya ßemzînanê ku pêr rapor nedabû wan. Tekin, Elma û Kiliç ku vê carê rapora ku dibêje ew nikarin 10 rojan kar bikin wergirtin, di pey re çûn nexweßxaneya dewletê ya Wanê. Tekin, Elma û Kiliç pißtî rapor girtin, çûn dozgeriya ßemzînanê û gilliyê rayedarên leßkerî kirin. Van hersê kesan dan zanîn ku 4-5 diranên wan hatine ßkandin, lêvên wan teqiyane, zarê guhê Tekin teqiya ye û Kiliç-jî ji ber derbên ku li çavî wîû laßên wî ketine, ne dikare bibîne, ne jî bimeße. Li aliyê din, dozgeriya Komarê bûyerên li ßemzînanê ku ev 2 rojin berdewam dikin qebul kirin û got ji ber ku lêpirsîn berdewam dike, ewê nikaribe di der barê bûyerê de agahiyan bide. [CTV209] Hêzên dewleta Tirk êrîßên xwe yên li dijî gelê sivîl yê Kurdistanê didomîne Li Kurdistanê binçavkirin, êrîßên ser gundan, ßewitandin, gefxwarin her roja ku diçe dibin parçeyek ji jiyana rojane. Leßkerên tirk rojên derbasbûyî avêtin ser gundê Kormik yê girêdayî navçeya Amed Dîcle û di dema ku li gund lêgerîn pêkdianîn 6 kesên navên wan nayê zanîn kirin binçavan. Li gorî nûçegihanên me yên li herêmê, leßkerên Tirk ku li gundiyan cehßitiya ferz dikin 6 kes xistin binçavan û bi xwe re birin Fermandariya Tabûra Dîcleyê. Ji kesên binçavkirî pêr 2 kes berdan û 4 kes jî hê di binçav de ne. Herwiha, tê zanîn 4 roj beriya niha leßkeran avêntiye ser gundê Keferê yê girêdayî navçeya Dîcle. Leßkeran di malan de lêgerîn pêkanîn, eßya, zad û xwarinên nav malan li nav hev xistin. Gundiyan diyarkirin, leßkerên Tirk ku cehßitiyê li ser wan ferz dikin, agir berdane kadînan û pißtî vê yekê-jî ew li meydana gund komkirine û bi van gotinan gef li wan kirine: Eger hûn ranehêjin çeka dewletê, emê gundên we vala bikin. Li aliyê din, karkerê bi navê Ferman Saxlam ku li firinxaneya Bahar Ekmek ya li navçeya Sêêrt Hewê, li kolana ßnöno dixebitî, bê sedem ji aliyê polêsan vê hate binçavkirin. Pißtî ku meha derbasbûyî li dijî avahiya qeymeqem ya li navçeya Mêrdîn Kosorê, êrîßek pêk hat polês hê-jî li dijî nißtecihên navçeyê zexta xwe didomîne. Polêsên dewleta Tirk li navenda navçeyê meheke operasyonên xwe didomînin û hate diyarkirin ku dema nasnameya kesekî bi navê Resul Bayrak kontrol dikirin, bi awayekî dijwar li vê kesî xistin û pißtre-jî kirin binçavan. Bayrak pißtî ku 5 seat di qereqolê de ma, serbest hat berdan. Li navçeya Mûß Vartoyê hefteya derbasbûyî bi bahaneya ku alîkariyê didin PKKê 20 kes hatibûn binçavkirin û ev kes hê-jî ji aliyê emniyeta asayîßê ya Mûße ve tenê lêpirsînkirin. [CTV210] Dewleta Tirk li dijî HADEPê dest bi êrîßek nû û berfireh kir Di serdegirtinên pêr û doh yên li ser buro û malên endamên HADEPê de, bêtirî 50 kes hatin binçavkirin. Hêzên dewleta Tirk di derbarê binçavkirinan de ti daxûyanî nedan. Hate diyar kirin, pirraniya kesên hatine binçavkirin, rêvebirên HADEPê ne. Cîgirê sekreterê gißtî yê HADEPê Ali Riza Yurtsever di derbarê serdegirtin û binçavkirinan de daxûyaniyek da televizyona me û got ku ew bi êrîßên berfireh re rû bi rû ne. Ali Riza Yurtsever da zanîn, tevî binçavkirinan zilm û zor dijwartir bûye û armanca vê yekê, ji zemîna siyasî dûrxistina HADEPê ye. Herwiha ev bûyerên dawî yên binçavkirinê weke komployekê hate nirxandin. Ali Riza Yurtsever got, hêzên dewleta Tirk di derbarê binçavkirinan de heta niha ti daxûyanî nedane û bal kißand ku ji bo binçavkirinan ti sedemek huquqî tuneye û hemû bi talîmatên otoriteya siyasî pêk hatine. Yurtsever da zanîn ku zext ne nû ne û binçavkirinên dawî, berdewama êrîßên beriya niha ne. Yurtsever got, ewê ji bo endamên xwe yên hatine binçavkirin, bi rêya avukatan bikevin nava hewldanan û eger pêßketinek çênebe, wê bangek çalakiya lezgînî li rêxistina efuya navnetewî bikin. Yurtsever da zanîn, digel hemû zext û komployan, wê HADEP ji têkoßîna xwe ya aßtiyane û demokrasiyê paßve gav nevêje û ewê sibê tevlî mitinga ku ji aliyê platforma kedkaran ve tê organîze kirin, bibin û biryarbûyîna xwe nîßan bidin. Li nava kesên ku doh û pêr hatibûn binçavkirin, cîgirê serokê gißtî yê berê osman Ozçelik, serokê bajêr yê Edenê Eyup Karageçi, serokê bajêr yê Izmirê ali Yavuz û serokê bajêr yê Batmanê Hasan Ilten hene. [CTV211] Metodên nû, li polîtîkayên xwe yên asîmilasyonê Rejîma Enqerê ku hebûna gelê Kurd inkar dike, li polîtîkayên xwe yên asîmilasyonê, metodên nû zêde dike. Leßkerên Tirk ku nivîsên nîjadperestiya Tirk li çiyayên Kurdistanê dinivîsandin, niha-jî, li derdorên gundên Kurdan vê yekê pêk tînin. Rayadarên Leßkerî yên Artêßa Tirk yên li navçeya Mêrdînê Tilermenê, ji gundiyan xwestin ku di nava pênc mehan de nivîsên nijadperstiya tirk didin xuyakirin, li derudora gundên xwe binivîsin. Dema mirov gav davêje nav parçeyê Kurdistanê yê di bin dagirkeriya dewleta tirk de, nivîsên wiha ber çavên mirov dikevin: 'Xwezî bi wan yên ji xwe re dibêjin tirk, 'Tirkek berdêla cîhanê ye, 'Her Tirkek, weke leßker ji diya xwe dikeve,' hatine nivîsandin. Li ketina hemû bajarên Kurdistanê, dewleta tirk sologanên wisa nijadperest dane nivîsandin. Li vê xaka ku herkes tirk tê hesibandin, ji bo tirkkirina kurdan rejîma Enqerê her cure metod ceribandine û ev nivîsên nijadperest ku li ser gir û çiyanên Kurdistanê dane nivîsandin, niha jî dixwaze wan bi darê zorê bi gundiyên kurd bide nivîsandin.. Fermandarê Tabûra Selen Navçeya Mêrdîn Tîlermenê, di serê meha Tîrmehê de ji bomuxtarên gundên ku cahßîtî qebûlnekirine, ferman ßand. Di fermana Fermandarê Tabûra Selenê de, tê xwestin ku li derdorên gundan bi berên spî ve û cîhên ku stratejîkin 'Xwezî bi wan yên ji xwe re dibêjin tirk, 'Tirkek berdêla Cîhanê ye' 'Tirko serbilind be, xebatkar be, bixweewle be,' bên nivîsandin. Rayadarên leßkerî diyar kirine ku pêwîste di nava 5 mehan de, ev nivîs bên nivîsandin, an na ewê gundiyan ceza bikin. Gundiyên kurd dan xûyakirin, dewleta tirk bi nivîsandina nivîsên nijadperest nikare wan bike tirk û gotinên xwe wiha berdewam kirin: Çi cara em çav bi van nivîsan dikevin, em baßtir têdigihîjin ku em kurd in, lê belê em her wiha em dibînin ku am ne azad in û ji bo ku em azad bibin, pêwiste em bikevin nav hewldan û têkoßîneke mezintir. [CTV212] Kurdistaniyek din ku Almanya ew derduxubkiribû, li Tirkiyê hate girtin û ew avêtin zindanê Kurdistanê bi navê Murat Polat ji aliyê dewleta Almanya ve teslimê dewleta Tirk hatibû kirin û qasî demekê ji agahî nehatibû sitendin, derket holê ku ew li zindana Ulucanlar ya Enqerê girtiye. Hate diyar kirin ku di dema bin çavan de li Polat ißkenceyek giran hatiye kirin. Pißtî hin lêkolînên û israra Komeleya Mafê Mirovan, Muduriyeta Enqerê ya polêsan da xuya kirin ku Polat li Stenbolê du roj di bin çavan de maye, lê belê dûre serbest hatiye berdan. Dema ku ji Polat ti agahî nehate sitendin, Komeleya mafê Mirovan hewldanên xwe berdewam kir û derket holê ku Polat li muduriyeta enqerê ya polêsan hatiye lêpirsîn. Murat Polat beriya niha ji ber zora hêzên dewletê mecbûr mabû ku cehßitiyê qebûl bike, lê dûre-jî ji welat derketibû û xwe sipartibû Dewleta Almanya. Roja 5ê tiemehê Dewleta Alman, Polat dertixûb kiribû û teslimê Dewleta Tirk kiribû. [CTV213] Dewleta Tirk ji bo kirîna panzerên Leopart II A5, kete nav hewldanan Dewleta Tirk ji bo kirîna panzerên Leopart II A5 ku bi teknolojiya herî dawî li Almanya tên çêkirin, kete nav hewldanan. Berdevkekî firma alman Krauss-Maffei, qebûl kir ku dewleta Tirk ji bo kirîna panzerên mijara gotinê, serî li wan daye. Wekî din, serlêdana Tirkiyê ya ji bo ßandina 200 panzerên tipên Fuchs, li benda destura konseya ewlekarî ya Almanya ye. Pißtî guhertina desthilatdariya Almanya, Tirkiye bi armanca kirîna çekên vî welatî, hewldanên xwe zêdekirin. Dewleta Tirk ji bo kirîna panzerên Leopard II. A5 ku bi teknolojiyek bilind li Almanya tên hilberîn, serî li firma Alman Krauss-Maffei Wegman da. Berdevkekî Firma Krauss-Maffei Wegman qebûl kir ku Tirkiye ketiye nav hewldaneke wisa. Maliya projeya di çarçoveya kirîna Hezar panzeran de, nêzîkî 15 milyar mark e. Li gorî agahiyên derûdorên hukumeta Alman, fîrmaya hilberîner hê bersiv ne daye daxwaza Tirkiyê ku ji fîrmayê xwestiye nimûneyek ji van panzeran ji bo ceribandinê jê re bißîne. Angelîka Beer, berdevka polîtîka parastinê ya partiya Keskan, li ser mijarê got: Divê ji Tirkiye re panzer neyên ßandin. Geer xwest ku serlêdana fîrmaya alman were redkirin. Berdevkê dezgeya Alman Medico International Martin Glasenatt-jî got, ßandina çekan ji bo Tirkiye, tê wateya destekkirina polîtîka leßkerî ya dewleta tirk. Di vê navberê de, serlêdana Tirkiyê ya ji bo ßandina 200 panzerên tipên Fuchs, li benda destura konseya ewlekarî ya federal e. [CTV214] Kampanya 'ji bo Ocalan azadî, ji Kurdistanê re aßtî' berdewam dikin Kurdistaniyên li Ewropa çalakiyên xwe yên di çarçoveya kampanya 'ji bo Ocalan azadî, ji Kurdistanê re aßtî' berdewam dikin. Doh li 2 bajarên mezin yên Almanya Frankfurt û ßtutgartê çalakiyên rûnißtînê pêkhatin. Çalakiyên ku li Franksurtê her roja pêncßemê bi awayekî rêkûpêk dihatin li dar xistin, doh bidawî bûn. Li çalakiya ku li ser rêya herî qelebalix ya Frankfurtê Hauptvaxe pêk hat, bi qasî 100 Kurdistanî amadebûn. Çalakvanan diyarkirin, ku pêwîste komkujiyên li hemberî gelê Kurd werin rawestandin. Di axaftinan de, li ser pêßniyazên çareseriyê yên serokê gißtî yê PKKê Abdullah Ocalan hate rawestin û hate gotin, ku pêwîst li pêßniyazên wî bi baldarî were guhdarîkirin. Di çalakiyê de, herwiha posterên Ocalan hatin hildan û belavokên bi zimanê tirkî û almanî hatin belavkirin. Çalakî derengiya ßevê bi dawî bû. Di vê navberê de, Kurdistaniyên li bajarê Stutgart li meydana ßîloplatz doh çalakiyeke rûnißtinê ya ji bo du rojan, dan destpêkirin. Polêsan astengî deranîn pêßiya Kurdistaniyên ku di çalakiyê de pankartên bi nivîsên 'terorîst Tirkiye', hildigirtin. Hate diyarkirin ku Kurdistanî wê sibe jî bi heman armancê çalakiyên xwe berdewam bikin. [CTV215] Heyeta PKDWê hevdîtinên xwe yên li Polonya berdewam dike Heyeta Parlamentoya Kurdistan li Derveyî Welat hevdîtinên xwe yên destpêkê, îro seat di 13 an de, bi Konfedarasyona Serbixwe ya Polonya re, ku ji partiyên di parlamentoyê de pêk tê çêkirin. Di hevdîtina navbera heyeta PKDWê û Heyeta Konfedarasyona Serbixwe ya Polonya de ku Adam Slomka serokatiya wê dikir, li ser pirsgerka Kurd, rewßa Ocalan, helwesta Polonya ya di derbarê pirsgirêka Kurd de û pêwendîyên herdu gelan hate gotûbêj kirin. Heyeta Parlamentoya Kurdistanê, seat di 14 an de bi serokê Partiya Azadiya Yekgirtî ku hevparê hûkûmetê ye û cîgirê serok-wezîr Yejî Wiero-vîç re, hevdîtinek pêkanîn. Heyeta Parlamentoya Kurdistan û Cîgirê Serok-wezîr Wiero-vîç bi taybetî li serdanasîna sazîyên kurd goftûgo kirin. Heyeta Parlamentoya Kurdistanê, seat di 15 an de, bi berpirsyarê NATO yê Polonya, serokê komîsyona pêwendîyên Hûkûmetê û parlamentoyê, û bi cîgirê wezîrê karê derve Marek Jelinski re, hevdîtin pêk anîn. Endamên Konseya Serokatîya PKDWê Abdurrahman Çadirci, Remzî Kartal û Hecî Ehmedî û endamê komîsyona Karê Derve Georg Aryo di seatên ber bi êvarê de, bi rayadarên Partiya Çep ya Demokratîka Yekgirî re, hevdîtin çêkirin. Hevdîtinên heyeta PKDWê, wê çar rojan berdewam bike. [CTV216] Li zindanên bakurê Kurdistanê û malbatên wan berdewam dike Ji aliyekî ve, aloziya li girtîgehên Tirkiyê bi peymanan bi dawî bû, li aliyê din-jî zilm û zora li ser dîlên ßer yên PKKyî yên li zindanên bakurê Kurdistanê û malbatên wan berdewam dike. Di daxûyaniya bi navê dîlên ßer yên PKKyî yên li girtîgeha zindana Sêrt tipa E de, tê gotin li dijî zext û pêkanînên derveyî mirovahiyê, wezareta edaleta Tirk û muduriyeta gißtî ya xaniyên cezayê, bêdeng dimînin. Di daxuyaniyê de tê diyar kirin, gêrîllayên ARGK yên bi navê Devrim Boran, Omer Yaman, Mustafa Orek û Kerem Bilen ku di dema ßerekî de hatibûn girtin û leßkeran ji bo wan cîhekî taybetî veqetandibû. Di derbarê mijarê de, dilên ßer yên PKKyî wiha gotin; "Komandoyên faßîst, hevalên me tazî kirin, bi ava bißid, bi jop û daran û bi heqaretên li dijî rumeta mirovahiyê ve îßkence kirine û hewldane wan bi vî rengî bikin itîrafkar û stû bi wanbidin xwarkirin. Nûçeyeke din ya zextê, ji zindana Semsur Tipa E hat. Dîlên ßer yên PKKyî yên li girtîgeha Semsur Tipa E, dan zanîn rêvebiriya girtîgehê, jandarme û polês êrîßên li ser malbatên diçin hevdîtina girtiyan zêdetir kirine. Di daxûyaniyê de tê gotin, polês hertim li pêßiya deriyê girtîgehê ne û malbatên diçin ditina girtiyan, têne binçavkirin û tehdîtkirin. Xizmên dîlên ßer yên PKKyî dan zanîn, pißtî hevdîtina roja 20 Tîrmehê ew çûne dozgeriya komareta nabedar ya semsurê û pirsgirêk ragihandine. Di vê navberê de, gelek rêxistinên Gel yên demokratîk ku di nav de herwihakomela mafên mirovan IHD û komela huquqnasên hemdem-jî di derbarê bûyerên neyînî de belavokek hevbeß weßandin. Di belavoka hevbeß ya 25 dezgeyan ya bi sernivîsa "Em li girtîgehan mirinên nû naxwazin"de, tê gotin, pêwîste bûyerên negatif yên li zindanan, di serî de bi dayîna mafê jiyanê, bi rêzgirtina ji hemû mafên bingehîn û azadiyan re, bi helwestek mirovahî were çareser kirin. Di belavokê de tê xwestin ku hemû daxwazên mirovahiyê yên girtiyan werin qebûl kirin û pêkanîna tipên hucre-jî werin rawestandin. [CTV217] Li Belediye Îßê greva birçîbûnê berdewam dike Li Merdînên ev 5 rojin karkerên belediyê ji bo ku meaßên xwe û heqdestiya xwe bistînin, di greva birçî bûnê de ne. Sekreterê Serokê ßûbeya Belediye Îßê yê Mêrdînê Mucahît Kodak û Nezîr Gorûz ku di greva birçîbûnê de ne, nexweßketin û ew rakirin nexweßxaneya Mêrdînê. Karkerên ku rakirine nexweßxanê, tedavîyê qebûlnakin û li wir-jî, çalakiya xwe ya greva birçîbûnê berdewam dikin. Serokê Belediye-Îßê yê ßaxê Mêrdînê Ahmet Gûltekîn diyar kir; 'ew ji ber jiyanakarkeran, di nava gomanê de ne. Eger bûyerek neyînî derkeve wê serokê belediyê Abdulakadir Tutaß berpirsyar bê girtin. Gûltekîn diyar kir ku serokê beledîyê her tim wan bi jikaravêtinê ve tehdît dike û ew xwediyê biryarê ne ku wê çalakiya xwe berdewam dikin. [CTV218] Hûkûmeta Tirk, paketa tedbîrên aboriyê vekir... Ji paketê dîsa ji bo karker û karmendan navtengî, ji bo karsazan-jî bereket derket. Karmendên ku hukûmetê bi îddîaya nebûna çavkaniyan, bi tenê ji sedî 20 zam dabû meaßên wan, li hemberî pakêta aboriyê nerazîbûnên xwe anîn ziman. Karsazan bi xwe ev paketa tedbîrên aboriyê bi kêfxweßî pêßwazîkirin. Hûkûmeta Tirk a ku 'pêßnîyaz qanûna reformê ya ewlekarîya civakî û zama kêm a heqdestan' amade kiribû û gotibû 'eger me ji sedî 20 zêdetir bida karmendan, wê dewlet bipelißiya,' vê carê jî bi derxistina bi paketa tedbîrên aboriyê, karmend êßandin. Li gorî nirxandinan, ev paket pir bi kêrî karsaz û dewlemandan hatiye. Serok wezîrê Tirk Bûlent Ecevît, paketa tedbîrên aborî ya ji bo rehetkirinê eßkerekir. Pirsa ' malî mîlat û te ji ku anî' ya ku karsaz bêzar dikirin, bi bahaneya ku karsaz di nav tengasiyeke mezin de ne, wê heta 3 salan ji wan neyê pirsîn. Di çarçoveya pakêta aborî de, bi qasî milyarek û 300 milyon dollar ji bo destek-kirina îxracatkaran hate veqetandin. Ji alîyeke din ve, ji bo ßîrketên ku di krîzê de ne, derfetên ji bo peydakirina kanên teze mehek wext hate naskirin. Ecevît herwiha da xuyakirin, ji ber biryarên ku hatine wergirtin hin xalên qanûna bacê ku niha tê bikaranîn, wê paßve biavêje. Pißtî van daxûyanîyan, karsazên û sazîyên taybetî yên bi navûdeng di derbarê pakêta aborî de helwesteke baß nîßandan û bi vê yekê kêfxweßbûn. Herwiha di daxuyaniyan de tê gotin ev pakêt wê aboriya Tirkiyê rehet bike. [CTV219] Mitîngek ji karker û karmendên li Tirkiyê Di vê navberê de, karker û karmendên li Tirkiyê ji bo nerazîbûnên xwe yên li hemberî hukumetê nîßan bidin, sibê li Enqerê li meydana Kizilayê di bin slogana 'di gorê de, ji teqawitbûnê û heqdestên kêm re NA' wê mitîngek lidarbixin. Bi hezaran karker û karmend sibê li meydanên Hîpodrum, Kurtuluß û Tandoxanê li hevkom dibin. Saet di derûdora 10an de ber bi meydana Kizilayê ve bimeßin. Paßê li vê derê saet di 12an de wê daxuyaniyek hevbeß bidin çapemeniyê. Pißtî mitîngê, nûnerên karker, sendîkayên karmendan û nûnerên komela teqawutan bi navê platforma 'kedê', wê heyetek ji bo bi serok-komar Silêman Demirel re hevdîtinek pêk bîne, derkeve qesra Çankaya. [CTV220] Serokê Sinn Fein pêvajoya aßtî di nav rewßek taluke de derbas dibe Serokê Sinn Fein Gerry Adams ku dixwaze Irlanda Bakur ji bin desthilatdariya Ingiltere derkeve diyar kir, pêvajoya aßtî di nav rewßek taluke de derbas dibe. Li Irlanda Bakur ku alî ev bi mehane nikarin li hev bikin, ji bo ku pêvajoya aßtî têk neçe daxûyaniyên bi tedbîr didin. Beriya Hefteyekê, li ser nelihevkirina pêvajoya aßtî, Parlamentoya Bakurê Irlanda, xetimîbû. Pißtî van pêßketinan, hûkûmeta Britanya ku peyman imze kiriye û alîgirê pêvajoya aßtiyê ye, hewildanên xwe zêde kirin û rewßê di ber çavan re derbas dike. Rêxistina îRA ku dixweze Bakurê Irlanda ji bindesthilatdarîya Brîtanya derkeve û ji bi vê yekê tekoßîna çekdarî dide, doh daxûyanîyek da bû û pißtî vê daxûyanîyê Serokê Sinn Feinê hevdîtinek du seatan bi Serok Wezîrê Britanya Tony Blair re, pêkanî. Adams di hevdîtinin xwe de, got: 'ti sedemek tineye ku sazîyên bakurê Irlanda kar nekin, her wiha heta dawîyê em alîgirê pêvajoya aßtiyê ne. Gerry Adams, di hevdîtinan de, yekitîgir, Bakurê Irlanda ku dixwezin Bakurê Irlanda bimîne di bin desthilatîya Britanya de, wek berpirsyarên xetimandina pêvajoya aßtî nirxand. Serokê Sinn Feinê da xûyakirin, ku pêvajoya aßtiyê tenê li ser kaxezê maye. Pißtî Gerry Adams, serokê Yekitîxazan David Trimble-jî, hevdîtinek bi Tony Blair re, pêkanî. Trimble pißtî hevdîtinan diyar kir, taybetî van di derbarê daxûtyanîya IRA de, goftûgo kiriye. Serokê Yekitîxwazan got: 'Di daxûuyaniya IRA yê de diyare ku ew êrißan û bêçekkirinê di rojeva xwe de bi cih nakin. Di vê navberê de berdefkê serokwezîrê Brîtanya-jî, da xûyakirin ku, serok wezîr ji bo pêvajoya aßtiyê pêß bikeve, dixebite û di vî warî de bibiryar e. Senatorê Emerikî yê berê George Mitchell ku ji bo zindîkirina pêvajoya aßtî li Irlanda Bakure; Doh civînek çapemenîyê lidarxist û got: Pêßnîyaza Londra a ji ber çavan derbazkirina pêvajoya aßtîyê, wê berdewam bike. Ji bo vê yekê-jî, hemû alî di 6ê Meha îlonê de, ji bo civîneke berfireh wê li hev bicivin. [CTV221] Konseya hevbeß ya NATO-Rusya îro li hev civiya Pißtî destpêka operasyona NATO ya ji bo Kosovo, ji ber helwesta dijber ya rêvebiriya Moskova... Pißtî destpêka operasyona NATO ya ji bo Kosovo, ji ber helwesta dijber ya rêvebiriya Moskova, Konseya hevbeß ya NATO-Rusya îro li paytexta Belçika Brukselê destpêkir. Civîna Konseyê îro di asteya nûnerên daîmî û rayedarên leßkerî de pêk hat. Di daxuyaniya pißtî civînê de, hate diyar kirin ku di rojeva wan de tenê Kosovo hebûye. [CTV222] Kolombiya dest bi rêwîtiya xwe kir Keßtiya ezmanî ya bi navê Kolombiya ku 2 carin birêketina wê hatibû betalkirin dest bi rêwîtiya xwe kir. Keßtiya ezmanî ya bi navê Kolombiya di dîroka ezmanî û hewayê de cara yekeme ku di bin fermana jinekê de hate bi rêkirin. Keßtiya ezmanî Kolombiya ku ev du car in çûna wê tê betalkirin, li baregeha ezmanî ya li Cape Canaveral li gorî seata Ewropayê di 6.31an de rabû. Sêßemiya derbasbûyî keßtiya ezmanî ji ber sedema ku di motora wê de zêde hidrojên hebû, 6 saniye beriya ku birêkeve, rêwîtiya wê hatibû paßvexistin. Doh-jî ji ber ku bagereke xurt rabû firîna keßtiya ezmanî careke din hate paßve xistin. [CTV223] Tura Asyayê... Niha-jî em nûçeyên xwe yên li ser Asya, Çin, Singapur û Tayland pêßkêßî we dikin. SINGAPUR Civîna rêxistina wezîrên karê derve yên welatên baßûrê Rojhilat -ASEAN destpêkir. Rojeva civînê li ser aloziya di navbera Çin û Tayvan de bû. Çavkaniyên dîplomatik dan zanîn, bi hindikayî 10 welatên Asya wê destekê bidin polîtîkaya "Yek-Çinê." Serokwezîrê Singapur ku malovaniya civînê dike, Goh Chok Tong diyar kir, têkiliyên istikrar yên Emerîka-Çin û Japanya ji bo herêmê gelekî girînge. Ji ber ku Tayvan dixwaze bibe welatekî serbixwe, têkiliyên di navbera Emerîka û Çinê de bi aloz bûbûn. Di nav rêxstina ASEAN de, Malezya, Singapur, Bruney, Endonezya, Tayland, Filipin, Kamboçya, Laos, Vietnam û Myanmar cîh digrin. ÇIN Pißtî hêzên ewlekarî yên Çinê doh tarîkatek olî qedexekir, îro ji kesên ku li meydana Tiananmen ev qedexe protestokirin, 200 kes hatin binçavkirin. Lê belê nayê zanîn ka kesên hatine binçavkirina endamê tarîkata qedexekirî ne an na. Rayedarên Çînî diyar kirin, tarîkat ku dihate plankirin doh pêk bihata, mirovan dixapîne û tehdîtek ji bo afirandina tevlîheviya civakê ye. Cigirê wezîrê karê hundir yê civaka sivîl Li Baoku îro daxûyaniyek da û wiha got: "Armanca wan xapandina mirovan û xirakirina istikrariya civakê ye. Tarikat hatibû qedexe kirin. Qanûn wê cezayê pêwîst bide endamên tarikatê. Ajansa fermî ya Çinê, serokê tarikatê Li Hongzhi ku li derveyî welat li Emerîkayê dijî weke "kesekî li ser civakê xwedî tesîra xerab,' nirxand. Serokê tarikatê Lî, îddîa dike ku zanistê, cîhaneke bêehlaq ya ji narkotik, televizyon û muzîka "Rock"n roll" pêk tê, afirandiye û ew dikare bi hêzêke awarte ya di kulîlkan de, mirovan derman bike. TAYVAN Dîplomatê Emerîkî Richard Bush, ji bo ku aloziya di navbera Tayvan û Çinê de bi dawî bibe, çû Tayvanê. Bush diyar kir, ku armanca serdana wî ewe ku Tayvan û Çin karibin hîn baßtir ji hevdû fam bikin. Dîplomatê Emerîkî dûre bi wezîrê karê derve yê Tayvanê Jason Hu re hate cem hev û got civîn, hevdîtinek di navbera dostan debû. Wezîrê karê derve yê Tayvan-jî wiha axivî; "Eger Çin karibe daxwazên xwe rêz bike, çima emê nikaribin hîsên xwe bînin ziman. Hêvîdarim, Bush wê karibe me fam bike. [CTV224] Dengên nerazîbûnê, li hemberî revandina Cevat Soysal berdewam dikin... Cevat Soysal ji Moldova bi awayekî li derveyî qanûnên navnetewî revandibûn Tirkiyê. Avûkatê Cevat Soysal, Kenan Sîdar diyarkir ku muvekîlê wî êßkence dîtiye, lewma ewê li cem dozgeriyê gilî bikin. Birayê Soysal, Ziya Soysal-jî hê di bin çavan de tê girtin. Ji jiyana Cevat Soysal fikar têne kirin. Soysal li Moldovo bi awayekî korsanwarî û li derveyî qanûnên navnetewî revandibûn Tirkiyê. Avûkatê Soysal, Kenan Sîdar, doh daxuyaniyek da û diyakir ku muwekîlê wî êßkence dîtiye û ji bo hevdîtina pêre çûye Enqerê. Sîdar diyarkir, ji ber ku muwekilê wî êßkencce dîtiye, sibê zû ewê li cem dozgeriyê gilî bike. Avûkat Sîdar got: pißtî ku ez bi muwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînim dikarim stratejiya xwe ya parastinê diyar bikim. Niha tißtê girîng ewe ku fikarên me yên di derbarê tendurustiya Soysal de zelal bibin. Her wiha Kenan Sîdar diyarkir ku wî ji birayê Cevat Soysal, Ziya Soysal wekalet wergirtiye û di heman rojê de jî Ziya Soysal hatiye binçavkirin û ji Ziya jî ti agahî nayê stendin. Li gorî agahiyan, malbata Ziya Soysal jî di bin çewisandinek tund ya polêsan de ye. Pißtî ku Cevat Soysal bi awayekî li derveyî qanûnên navnetewî revandin Tirkiyê, avûkata Soysal ya Alman û huqûqzanên Kurdistanê-jî ketin nava hewldanan. Avûkata Soysal ya Alman Renate Schultz diyar kir, ku ewê serî li Dadgeha Mafê mirovan ya Ewropayê bidin. Huqûqzanên Kurdistanê-jî ji bo Soysal paßve were anîn, li cem dewleta Almanya, ketin nava hewldanan. Avûkatê Cevat Soysal ê Elmanya Renate Schultz diyarkir ku dewleta Elmanyayê dikare Soysal ji bo Elmanyayê paßve bixwaze. Avûkat Schultz got: di teslîmkirina Cevat Soysal de rêzek qanûnên navnetewî hatin binpêkirin, ji bo ev çewtî werin rastkirin, emê serî li hin rêbazan bidin, lê eger em ti tißtî bidest nexin, emê serî li dadgeha mafê mirovan a Ewrûpayê bidin. Schultz bal kißand ser helwesta dewleta Moldovo û got: dewleta Moldovo mirovekî ku ji aliyêsiyasî ve lê dihate gerîn, teslîm kiriye û bi vê yekê hemû peymanên navnetewî yên îmze avêtine binî, perçîqandine. Schultz diyarkir ku her çend Soysal ne hemwelatiyê Elmanya be û lewma Elmanya nikare wî bi awayekî fermî bixwaze jî, lê ji bo ku ew li Almanya were vegerandin dikare bang li Tirkiyê bike. Li aliyê din, Yekîtiya Huqûqnasên Kurdistanê ji bo Cevat Soysal îadeyî Elmanyayê were kirin, ji Komîseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî, Komisyona Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, Wezareta Karê Derve ya Edaletê ya Elman re name ßandin. Di nameyan de fikarên ji bo jiyana Soysal têne ziman û tê xwestin ku saziyên navnetewî bi awayekî lezgîn bikevin nava tevgerê. Her wiha di nameyan de tê gotin; Soysal xwedî statuya penaberiya polîtîke, lewma li gorî peymanên navnetewî divê mafê wî yê jiyanê were parastin. Di vê çarçoweyê de, pêwiste di serî de Elmanya, saziyên girêdayî Neteweyên Yekbûyî û saziyên navnetewî yê dadê, berpirsiyariyên xwe bi cih bînin. [CTV225] Kurdistaniyên li Ewropa, rêze çalakiyên xwe yên bi navê: 'Ji Ocalan re Azadî, Ji Kurdistanê re Aßtî', berdewam dikin Li bajarê Almanya Bochum îro, li Stuttgart, Bremen û li bajarokê Willingen yê girêdayî bajarê Bodensee doh çalakî bi slogana "Ji Ocalan re azadî û ji Kurdistanê re aßtî" hatin lidarxistin. Li bajarê Elmanya Bochumê, îro bi navê; ji îdamê re na, ji Ocalan re azadî û ji Kurdistanê re aßtî, bi tevlîbûna 800 kesî, ßevek hat lidarxistin. Dema nûçeyên me dihatin amadekirin, ßev hê jî didomiya. Li bajarê Stuttgartê, pißtî çalakiya rûnißtinê ya bê deng, doh bi tevlîbûneke xurt, meßek pêk hat û bi mîtîngekê bi dawî bû. Qasê 2 hezar kes tevlî çalakiyê bûn û bi sloganan, girêdan û dilsoziya xwe ya bi serokê gißtî yê PKK'ê Abdullah Ocalan re anîn ziman. Di meß û mîtîngê de alên ERNK'ê hatin hildan û car caran demên tengezar çêbûn, lê dîsa jî mitîng bê bûyer bi dawî bû. Li bajarokê Willingen ê girêdayî bajarê Bodenze, qasê 500 Kurdistaniyan meßek lidarxistin. Meß bi organîzasyona hevbeß a PDS, YEKKOM, Antî Fa û Yekîtî Kesk 90, bi navê; li dij Faßîzm û Nijadperestiyê, saet di 15an de destpêkir. Di çalakiyê de, ji bilî pankarta li ser; Ji Ocalan re azadî û ji Kurdistanê re aßtî, nivîsandî, posterên serokê gißtî yê PKK'ê Abdullah Ocalan jî hatin hilgirtin. Li aliyê din, doh li bajarê Elmanya Bremen, li bajarokê Aachenê Partiya Jinên Karker ên Kurdistan PJKK, civînek lidarxist. Di civînê de li ser bûyerên dawî yên siyasî û têkoßîna jina Kurd nirxandin hatin kirin. [CTV226] ÇHD; "Biryara doza Ocalan, ne ji aliyê heyeta dadgehê ve hatiye dayîn" Di panelekê de, ku ji aliyê Komela Huqûqnasên Hemdem ve hatibû organîzekirinhuqûqnasan dan zanîn, hemû pêvajoyên doza Ocalan, bûne mînakên bê-dadiyê. Huqûqnasan di axaftinên xwe yên di panêlê de, cezayê dardakirinê weke hovitiyek nirxandin û gotin; "Biryara doza Ocalan, ne ji aliyê heyeta dadgehê ve hatiye dayîn." Komela Huqûqnasên Hemdem ßaxê Stembolê panêlek di bin serokatiya serokê ßaxê Murat Çelek de organîzekir. Di panêlê de huqûqnasan dan zanîn, ku doza Ocalan ji destpêkê heta dawiyê bûye mînakeke bêdadiyê. Di panêlê de, yek ji parêzerên Buroya Huqûqê ya Doza Sedsalê Doxan Erbaß darezandina li Îmraliyê ßiband yên weke dîroka derbasbûyî û got pêwîste ev doz ji aliyê encama xwe ya sisasî ve were nirxandin. Parêzer Erbaß herwiha di axaftina xwe de got, darezandina li Îmraliyê ji aliyê rêvebirên huqûqî ve pêk nehatiye û biryara dadgehê ji aliyê navenda krîzê ya serokwezîrtiyê ve hatiye dayîn. Erbaß wiha berdewam kir: 'cara yekemîne ku navenda krîzê di darezandinekê de wezîfe girtiye û ev yek tê wateya ku dad û darezandin ji bin kontrola huqûqê derketiye.' Seroka Komela Mafên Mirovan ßaxê Stembolê û parêzer Eren Keskîn-jî got, pirsgirêka bingehîn, pirsgirêka Kurd de. Gelo heta îro li Tirkiyê kî ratî darizandineke adil hatiye ku Ocalan jî bi awayekî adil were darizandinß. Li Tirkiyê du awayên huqûqê hene. Yek jê ya nivîskî û ya din jî ya ku tê pêkanîn. Eren Keskîn di berdewa axaftina xwe de dibêje, rûnißtinên dadgehan weke leyistokên ßanoyê ne û heyetên dadgehê nikarin biryarê bidin. Di panêlê de, rêvebirê gißtî yê rojnameya Ozgur Bakiß Ragip Zarakolu-jî got darezandina li Îmraliyê weke mînakên berê yên di dîrokê de ne. Li girava Îmralî peymana Mudanya hatiye morkirin û ji aliyê din ve ev girav bûye cihê pêkanîna dardekirinan. Ji ber vê yekê, bi biryara Îmralî, ji aliyekî ve bang li bin hißê mirovan hatiye kirin. Zarakoxlu gotinên xwe wiha berdewam kirin: Bi doza Ocalan re, careke din cezayê dardakirinê hate rojevê û bi pêkanîna civakekeke lînçker, îdamên ruhanî hatine pêkanîn. [CTV227] Pißtî ku derkete holê keçên Kurd yên li bajarê Almanya, nerazîbûnên berdewam dikin Pißtî ku derkete holê keçên Kurd yên li bajarê Almanya Celle û derûdora wê têne revandin û ew ji rê têne derxistin, nerazîbûnên destpêkirin berdewam dikin. Bi vî armancî, îro li mala êzîdiyên Kurdistanê ya Cellê, civînek Gel hate çêkirin. Civîna gel saet di 14"an de destpêkir û hima hima ji hemû bajarên Almanya zêdeyî 500 Kurdistanî tevlî bûn. Herwiha pirraniya malbatên ku zarokên wan hatine revandin-jî, tevlî civîna Gel bûn. Civîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo hemû ßehîdên ßoreßa Kurdistan û Cîhanê hate destpêkirin. Dûrê nûnerê yekîtiya êzîdiyên Kurdistanê Nedim Erkiß axaftinek kir. Erkiß di axaftina xwe de wiha got: Weke li Kurdistanê, li Ewropa-jî li ser êzîdiyan lîstik têne lîstin û vê yekê dixwazin bi destavêtina namûsê pêk bînin. Erkiß herwiha got, ewê weke Kurdên Êzîdî li hemberî vê yekê êdî bêdeng nemînin. [CTV228] Ecevit, tehdîtên xwe yên li hemberî îran û Ewropayê, dubare kirin Serok-wezîrê Tirk Bûlent Ecevit, îro, di bernameyeke televîzyonê de, tehdîtên xwe yên li hemberî îran û Ewropayê, dubare kirin. Ecevît di axaftina xwe de, îddia kir ku di ßuna Suriyê de, niha Îran alîkariyê dide PKKê û got: 'Em ji vê yekê gelek bêzarin'. Serokwezîrê Tirk Ecevit ku di axaftina xwe de Îran tehdît dikir, heman helwest li hemberî Ewropa-jî, nißan da. Ecevît di axaftina xwe de diyar kir, ku heta endametiya Tirkiyê ji bo Yekitiya Ewropa neyê qebûl kirin, ewê ti zext û pêßniyazên siyasî qebûl nekin. Serok Wezîrê Tirk Bûlent Ecevît, îro derket bernama 'Panoramaya Pazarê' ya kanala televîzyona dewletê TRT INTê û pêwendîyên dewleta Tirk bi Îran û Yekitîya Ewropa re, nirxand. Serok Wezîrê Tirk Bûlent Ecevit, îro, di bernameyek televîzyonê de, tehdîtên xwe yên li hemberî Îran û Ewropayê, dubare kirin. Ecevît di axaftina xwe de îdîa kir ku Suriyê ne bi temamîbe-jî, alîkariya dida PKKê kêm kiriye, lê belê di ßuna Suriyê de, niha Îran alîkariyê dide PKKê. Ecevît wiha berdeam kir: Em hêvî dikin ku Îran alikarîya dide PKKê rawestîne û em ji vê helwesta îranê gelek bêzarin. Ji alîyeke din ve, Ecevît balkißand ser leßkerên Tirk ku ji alîyê hêzên artêßa Iranê ve dîl hatine girtin. Serok Wezîrê Tirk Ecevît wiha got: 'Ez hêvîdarin ku li ser rewßa leßkerên Tirk, bi Îranê re li hev bikin'. Ecevît, helwesta xwe ya xemsar ya li hemberî Yekitiya Ewropa-jî, domand. Serok Wezîrê Tirk Bûlent Ecevît balkißand ser civîna Yekitiya Ewropa a li Helsinkî û got: 'Tirkiye ji bo vê civînê nakeve nav ti xeyalan û ez bawer nakim ku ji bo Tirkiyê bersiveke erênî ji civînê derkeve. Ecevît da xûyakirin ku dewleta tirk ji bo vê yekê nakeve nav ti hewildanên nû. Ecevît di berdewamîya axaftina xwe de wiha got: 'Heta ku endametiya Tirkiyê ji bo Yekitiya Ewropa neyê qebûl kirin, em ti zext û pêßniyazên siyasî qebûl nakin. [CTV229] Aloziya di navbera Tirkiye û Îranê de berdewam dike Îran qebûl kir, ku wan 2 leßkerên Tirk yên ku sînor derbas kiribûn, kirine binçavan. Radyoya Tahranê-jî diyarkir, ku di navbera Îran û Tirkiyê de rewßeke nazik heye û got, ßerê li ser sînor biqewime, wê zirarê bide herdu dewletan. Di derbarê îddeayên Îranê yên binpêkirina sînoran de, daxuyaniyeke serok-komarê Tirkiyê Silêman Demirel di rojnameyên El-Ahram û El-Hayatê de hate weßandin. Di nivîsarê de, Demirel dibêje; 'Tirkiye li ser sînoran bûyerên wiha pêknayneû pißtre-jî ji berpirsyariyê nareve.' Demirel di rojnameya El-Ahram de wekî din wiha dibêje: Carna binpêkirinên sînoran pêk tên. Lê belê ji bo rastiya van îddeayan eßkere bibe, me komiteyek hevbeß sazkiriye, da ku li vê bûyerê bikole. Radyoya Teheranê daxuyaniya Demirel ji yên rayedarên din ên tirk, nermtir nirsand û got: lê belê serok-komarê Tirk bi van gotinên xwe berpirsyariya leßkerî qebûl nekiriye û ev bar avêtiye ser milê komiteya lêkolînê. Rayedarên Îranê yekßemiya derbasbûyî dabûn xuyakirin, ku 4 balafirên ßer yên Tirk 5 km sînorên wan derbaskirine û derûdora Pîranßahrê dane ber bombeyan. Li gorî vê daxuyaniyê, di encama bombebarana balafirên ßer yên Tirk de, 5 hemwelatiyên Îranî hatibûn kußtin 9 kes-jî birîndar bûbûn. Radyoya Teheranê da zanîn, ku Demirel gotiye di navbera Îran û Tirkiye bi sedan salane dijminahî tuneye, lê belê dewleta Îranê weke bersiva êrîßên artêßa tirk, raya gißtî ya navnetewî di derbarê bûyerê de agahdar kir û kes nikare vê helwesta Îranê weke hewldaneke nedostane binirxîne,. Radyoya Tehranê daxuyaniyên serokwezîrê Tirk Bulent Ecevit yên di derbarê çalakiyên xwendekaran de-jî weke bêtalihiyekê dinirxîne û dibêje, pêwîste rayedarên Tirk bikevin nav hewldanê ji bo ku gumanên di derbarê wan de ji holê werin rakirin. Li gorî ßîroveya radyoya Teheranê, eger li ser sînor di navbera her du dewletan de ßer derbikeve, wê dijmin jê sûdê wergirin û di encamê de her du alî jî zerarê bibînin. [CTV230] Li Îranê, Rêxistina Ensarî Hîzbullah ji bo ku rejîma Islamê biparêze, çek û bêtir insiyatif xwest Li Îranê, rêxistina Ensarî Hizbûllah ku wek ßaxê muhafezekaran ya hêza radîkal tê naskirin û li dijî Serok Komar Muhammet Hatemiye, ji bo ku li ser 'lîberalan' desthilatiya xwe xûrt bikin, mafê bikaranîna çekan xwestin. Li gorî nivîseke kovara mehane ya rêxistinê Ya Lasaret, 10 sal beriya ji bo biçekkirina Hizbullahê, pêßniyazek ji bo Konseya Ewlekariya Bilind ya Netewî ya Îranê hatibû pêßkêßkirin. Di nivîsê de tê gotin; 'niha, dem hatiye ku ev pêßniyaz bê qebûl kirin'. Aliyê Muhafezekaran, rêxistinên derveyî xwe û grubên alîgirên Hatemî, wek lîberal, Nîjadperest û grubên nerm yên îslamê, bi nav dikin. Di nivîsê de tê xwestin ku Ensarî Hizbulah di rêvebirîya ßaxên Dadgehên ßoreßê de, bê wezîfedar kirin û nivîs bi van gotinan berdewam dike: ''Kesên ji serokê Olî Hamaney re çêran dikin, tenê 6 meh cezayê zîndanê li wan tê birîn. Li gorî me, pêwîste ew kes bên dardakirin. Lîberal ji cezayê 6 mehan natirsin. Eger hûn wezîfeya rêvebirinê bidin me, li gorî çarçoveya erkê ku we daye me, her çi qas cezayê dardakirinê hindik be-jî, wê lîberal bitirsin''. Di nivîsê de tê xwestin ku mafê lêgerîna malan, dikanan û karegehan bidin Ensarî Hîzbullah. Vê rêxistina ku di sala 1995 an de, dest bi çalakiyîn xwe kir, tê îdîakirin ku her wiha tevî polêsan êrîß biriye ser xwendekarên xwepêßandan li dardixistin. [CTV231] YNK îddîayên ku dibêje PKK li ser axa xwe bicîh kiriye ku êrîßan dibe ser PDK red dike Di rojnameya Yekîtî Nißtîmanî Kurdistan, YNK, Niwe daxûyaniyek hate weßandin. Di daxûyaniyê de tê gotin, ji bo ku têkiliyên di navbera YNK û rêvebiriya Enqerê de xira bibin, ev îddîa ji aliyê PDK ve hatine derxistin. Di daxûyaniyê de herwiha tê gotin ku li herêma di bin kontrolla YNK de, baregeh û biryargehên PKK tune ne. PDK beriya niha îddîa kiribû ku li herêma di bin kontrolla YNK de baregehên PKK hene û ji wêderê li dijî wan êrîß têne plan kirin. PDK bi van îddîayan li cem dewleta Tirk gilliyê YNK kiribû. [CTV232] Li bajarên Almanya Dortmund û Lünen, 15 penaberên Kurd ku dixwazin wan bißînin Tirkiyê, xwe spartine dêran Kurdistaniyên ku nêzîkî salekê û vir ve xwe spartine dêran, dan zanîn, eger wan bißînin Tirkiyê ewê êßkence û zilm û zorê bibînin. Penaber daxwaz dikin ku atmosfera siyasî ya tirkiyê weke rewßa ßer were qebûl kirin û paßve ßandina wan were rawestandin. Ji gruba Keßan ya ji berpirsyariya civakî, Keße Friedrich Stiller, diyar kir zexta psîkolojîk ku ji ber nebûyîna perspektifên paßerojê çêbûye girane û got, Kurd hertim bi tahluka girtin û paßve ßandinê re, rû bi rû ne. Ji parlamenterên eyaletê ya partiya Keskan, Siggi Martsch di derbarê mijarê de got, pißtî girtina serokê gißtî yê PKK, rewß ji bo Kurdan hîn zehmetir bûye. [CTV233] Di derbarê namzetiya Tirkiyê ya EU de pîskopos û keßeyên Alman-jî tevlî gotûbêjan bûn Pißtî ku wezîrê karê derve yê Almanya Joschka Fischer di derbarê namzetiya Tirkiyê ya Yekîtiya Ewropa, EU, de, perspektîf pêßkêß kir, pîskopos û keßeyên Alman-jî tevlî gotûbêjan bûn. Li Almanya, partiyên muxalefetê li dijî namzetiya Tirkiyê ya Yekîtiya Ewropa derdikevin û niha pîskoposên alman-jî ligel partiyên muxalif nerazîbûnên xwe nîßan didin. Wezîrê karê derve yê Almanya yê berê Claus Kinkel, rewßa serokê gißtî yê PKKê ya li Tirkiyê weke pîvaneke bingehîn ya namzetiya Tirkyê ya Yekîtiya Ewropayê nirxand. Pîskoposên Alman îro di mesajên xwe de, bang li Tirkiyê kirin ku demek ji ya din zûtir li gorî mafên mirovan tevbigere. Bi vî awahî dewleta Tirk dikare nêzîkî Yekîtiya Ewropayê bibe. Pîskoposa katolîk Johannes Dîba daxuyaniyek da rojnameya Welt am Zontag û got tovên Yekîtiya Ewropayê li gorî nirxên xiristiyanî hatin çandin, dewleta Tirk ne ji van civakan e. Diba herwiha dibêje, ev nayê wê wateyê ku di pêvajoya berfirehkirina Yekîtiya Ewropayê de, nirxên nû cih nagrin. Pîskoposê protestan Herman Beste-jî namzetiya Tirkiyê ya ji bo Yekîtiya Ewropa bi helwesteke erênî pêßwazî dike û dibêje, pêwîste dewleta Tirk sîstema siyasî ya Ewropa qebûl bike. Wezîrê karê derve yê Almanya yê berê Claus Kinkel daxuyaniyek da rojnameya Ekspress û got rewßa serokê gißtî yê PKKê ji bo namzetiya Tirkiyê ya yekîtiya Ewrûpa pîvaneke bingehîne . Kinkel dibêje, yek ji nirxên Ewropa yên girîng rakirina cezayê dardakirinê ye û divê bi taybetî hukumet Alman li hember rêvebiriya Enqerê berpirsiyariya xwe di vî warî de bi cih bîne. [CTV234] Turîzmvanan bi îddîaya ku çalakiyan pêk bînin, dewleta tirk tehdît kirin Yekîtiya Acentayên turizma Tirkiyê TURSAB doh civîna berfirehkirî ya konseya rêvebiriya herêmê, li navçeya Nevßehir Urgup bi dawî kir. Li civînê ku 2 rojan berdewam kir, serokê TURSAB Talha Çamaß wiha got: Di dîroka komarê de, derûdorên turizmê cara yekem gihîßtine qonaxa derketina kolanan." Pißtî çalakiyên bombeyî yên li Tirkiyê, gelek dewletên cîhanê hemwelatiyên xwe ßiyar kirin ku neçin vî welatî. Krîza turizmê ku li ser vê yekê destpêkir, berdewam dike. Konseya rêvebir ya herêmê TURSAB di civîna xwe ya berfirehkirinê de, carake din li ser turizma Tirkiyê goftugo kir û li çareseriyan geriya. Serokê TURSAB Talha Çamaß di axaftina xwe ya civînê de, wezareta Turizmê rexne kir. Çamaß, wezaretê ku daxûyaniyên erênî dide, weke ku ti pirsgirêk tune bintewanbarkir û wiha got: Ev xweßbînî, nikare rastiya tuj, ji holê rabike. Çamaß diyar kir, ji bo ku sektora turizma Tirk ji bûyerên neyînî xilas bibe, pêwîste turist guh nedin hemû bangên ku ji mehan û vir ve têne kirin û wiha axivî; "Wê demê pêwîste tißtekî din were kirin. Belkî, divê em-jî weke mirovên ku li meydana Enqer Kizilayê kom dibin, derkevin kolanan û dengê xwe derxînin". [CTV235] Deng-vedana mitînga karker û karmendan berdewam dike Deng-vedana mitînga karker û karmendan ya doh ya li meydana Kizilayê, berdewam dike Digel ku bi qasî 200 hezar karker û karmend di vê mitîngê de meßiyan-jî, serok-wezîrê Tirk Bulent Ecevît diyarkir, ku ewê bi paß ve gav navêjin. Wezîrê xebat û ewlekariya sosyalî Yaßar Okuyan-jî ev mitîng weke civînek vakûr nirxand. Rayedarên dewleta Tirk, mitînga li meydana Kizilayê ku bi qasî 20 hezar karker û karmend tevlî bûbûn, weke nerazîbûnek demokratik nirxandin. Serokwezîrê Tirk Bulent Ecevît ji bo vê mitîngê got 'ev mafekî demokratîke bi wî ßertî ku di çarçovaya destûr û rêzikan de were bikaranîn. Ji bo daxuyaniyên gireva gißtî-jî Ecevîti wihat got, 'ji aliyê aborî ve Tirkiye di pêvajoyeke aloz de ye, û îdîa kir ku pêwiste karker bikevin bin vî barê giran, ji ber vê yekê jî wê hikûmet ji biryarên xwe bi paß ve gav navêje. Wezîrê xebat û ewlekariya civakî Yaßar Okuyan nexwest zêde li ser çalakiya karkeran daxuyanî bide lê got ku ew ji aliyê bikaranîna mafên demokratîk ve ji bo çalakiya karker û karmendan rêzê digrin. Nerazîbûnên li hemberî polîkaya hukumetê ya di derbarê karker û karmendan berdewam dike. Cigirê partiya Fazîletê Alî Guren îstefaya hukumetê xwest û diyarkir, ku ew mitînga karker û karmendên ku li meydana Kizilayê ji bo lidijderketina teqawitbûna di gorê de û heqdestên kêm, destek dikin. Li aliyê din, serokê borsa û odeyên Tirkiyê Fuat Mîras di derbarê pêßniyaz-qanûna ewlekariya sosyalî ku niha li meclîsa Tirk tê gûtûbêjkirin wiha got: 'Ez li cem xwe ti kesên 60 salî naxebitînim, ez nikarim bixebitînim û nafikirim ku kesên di vî temenî de, karibin bixebitin [CTV236] Uslû, "emê bibînin ka dest jêhatî ye an jî beg" Di vê navberê de, serokê HEQ-Îßê Salim Uslû got eger hukumet di derbarê pêßniyazê-qanûna civakî de nerm nebe, ewê ji roja pênßemê pê ve hêza xwe ya ku ji hilberînê werdigrin, bikarbînin. Uslû herwiha got, emê bibînin ka dest jêhatî ye an jî beg. Divê hukumet guh bide mesajên vê girseya bi cohß û heybet, di dewsa daxuyaniyên aloziyê dijwar dike, divê hukumet bikeve nava hewldana lihevkirinê. Uslu herwiha dibêje, eger hûn temenên teqawidê yên dewletên rojava weke mînak nîßan bidin, wê demê emê-jî helwestên siyasetvanên rojava, erk û berpirsiyariyên wan û helwestên wan yên mafparêz derînin pêßiya we. [CTV237] Leßkerên artêßa Tirk herêma daristanî ya ßewitandin Leßkerên artêßa Tirk herêma daristanî ya li navçeya Sêrtê Eruhê ßewitandin. Di encamê de, bi hezaran hektar daristan, bû xwelî. Li gorî agahiyên nûçegihanên me yên herêmê, Leßkerên Tirk dema ku di 7ê Tirmehê de li herêma Eruhê dest bi operasyonê kirin, qada daristanî ßewitandin. Digel vê yekê, bax û bostanên gundên girêdayî Eruhê Misefra, Qalendêr û Kanika-jî ßewitîn. Navên gundên ku beriya niha ji aliyê leßkerên artêßa Tirk ve hatibûn valakirin û di rojên derbasbûyî de hatine ßewitandin, wiha ne; Hedîd, Bareßa, Gin-yanis, Rexene, Gunde-dêra, Torik, ßerîka, Dara Mila, Mizgeft û Memîra. [CTV238] Hêzên artêßa Tirk bê sedem êriß birin ser 19 gundan û dest danîn Li Batmanê, hêzên artêßa Tirk bê sedem êriß birin ser 19 gundan û dest danîn ser destûr-nameyên traktorên wan. Li gorî agahiyên nûçegihanên me yên li herêmê: Qereqola Cenderme ya Yanikkaya ku desturnameyên traktoran bi awayeke kefî desteser kirine, ji 6 heta 36 milyar lîra, pere ji gundiyan xwestin. Hêzên Artêßa Tirk yên beldeya Bekirxana Yanikkaya, êriß birin ser 19 gundên navçeya Batman Hezoyê. Leßkerên Artêßa Tirk ku dest danîn ser hemû desturnameyên traktorên gundîyan, wiha gef li gundiyan kirin, 'eger traktorên we bê destur ji gund derkevin, emê dest deynin ser wan. Ji aliyeke din ve, nexweßxaneya dewletê SSK ya bajarê Batmanê ji ber koçberî û pirbûyîna ßêniyan, edî nikare bersivê bide, pêwîstîyên gel. Nexweßxaneya bajarê Batmanê ku ji aliyî tenduristiyê ve, di nav kêmasiyên gelek mezin de ye, di sala 1996 an de dest bi sererast kirina avahîyê kiri bûn, lê belê ji ber kêmasî ya pere, nexweßxaneya ku xwediyê 250 nivîne, malzemeyên wê bêxwedî hatine hißtin û li ber rizînê ne. [CTV239] Li ßirnex 10 gundiyan dev ji çeka cahßtiyê berdan Li gundê Elemî ya girêdayî navçeya ßirnex Qilabanê, 10 gundiyan dev ji çeka cahßtiyê berdan. Li gundê Elemî yê girêdayî Uludere ku ji 100 xaniyan pêk tê, kesên bi navê Naif ßevket, Kerem, Selman, Selim, Esat, Suleyman, Mecit, Uskan û Seyvan Olmez di rojên derbasbûyî de çekên dewletê teslîmî qereqola gund kirin. 12 gundiyên ku dixwestin li heman gundî dev ji çekên dewletê berdin, bi sedema ku alîkariyê didin PKK, hatin girtin û ew avêtin girtîgeha Sêrtê. [CTV240] Parlemeneterê Partiya Fazîletê Kamalak jî artêßa Tirk rexne kir Pißtî parlementera Partiya Fazîletê Nazli Îlicak, niha-jî ji heman partiyê parlemeneterê Maraßê Mustafa Kamalak, artêßa Tirk rexne kir. Kamalak ji bo ku artêßa Tirk dema bixwaze darbe pêk neyne, pêßniyaz-qanûnek da serokatiya meclîsa Tirk. Parlementerê Maraßê Mustafa Kamalak di pêßniyaz-qanûnê de dixwaze, ku demek ji ya din zûtir, xala parastin û ewlekarî ya qanûna xizmetên navîn ya artêßa Tirk were guhertin. Huqûqnasê destûra bingehîn ya partiya Fazîletê û parlementerê Maraßê Mustefa Kamalak da xuyakirin ku Tirkiye bûye welatekî derbeyan û her deh salê carê li Tirkiyê derbe çêdibin. Ji bo pêßiya van derbeyan were girtin pêwîste xala parastin û ewlekariyê ku di qanûna xizmetên navîn ya artêßa Tirk de heye û her dem firsenda derbeyê bide artêßê, were rakirin. Kamalak ji bo betalkirina vê xalê pêßniyaz-qanûnek da serokatiya meclîsa Tirk. Di pêßniyaza Kamalak de tê gotin, ku bi xala parastin û girtina ewlekariyê were guhertin û di dewsa wî de 'wezîfeya artêßa Tirk ewe, ku nißtimana Tirkan li gorî destûra bingehîn li hember tehdîtên derve bi biryarên konseya wezîran biparêze, were nivîsîn.' Kamalak herwiha di pêßniyaz-qanûna xwe de, qanûna personel ya artêßa Tirk were guhertin û bûyerên disîplîn û cezayê ji destên ßûra leßkeriya bilind were girtin. Kamalak bi vê yekê hewl dide, riya kontrola darizandinê veke ji bo biryarên ßûreya leßkerî yên ku li derveyî kontrola darizandinê ne.. [CTV241] Merasîma cenazeyê Melîk Hesenê duyemîn, wergeriya civîna bilind ya serokên cîhanê Gelek serok dewletan Merasîmê de cih girtin û fersend dîtin ku ji bo hevdîtinên pêvajoya rojhilata navîn, bi hev re bikevin nav danûstandinan. Melîkê Maroko Hesenê duyemîn, pêr bi krîzeke dil jiyana xwe ji dest dabû. Di merasîma cenazeyê Hesen de, gelek serok dewlet û kesayetî amadebûn. Di serî de serokê Emerîkayê Bill Clinton, serok wezîrê Israilê Ehûd Barak û nûnerê serok dewletê Sûriyê û birayê Hafiz Esed, Rifat Esed di merasîmê de hebûn. Her wiha, melîkê Belçikayê Albertê duyemîn, ji malbata melîkîyeta Ingilîz Prens Charles, serok dewletê Afrîka Baßûr Thabo Embeki, serok dewletê Misirê Husnu Mubarek û serok komarê Tirkiyê Süleyman Demirel jî di nava beßdarên merasîmê de cih girtin. Dîsa, wezîrê karê derve yê Ingilistanê Robin Cook, Melîkê Spanyayê Huan Carlos û jina xwe, li ser navê Rusyayê, serok konseya federasyonê Igor Stroyev û li ser navê Japonya jî serok wezîrê berê Ryutaro Hashimoto tevlî merasîmê bûn. Melîk Hesen, li paytext Rabatê, li cem gora bav û birayê xwe yê piçûk, li goristana Muhammedê pêncemîn hat binaxkirin. Li aliyê din, serok dewletê Rusyayê Boris Yeltsin, ku nekarî tevlî merasîma cenaze bibe, ji melîkê nû, kurê Melîk Hesen, Melîk Sidi Muhammed re nameyeke sersaxiyê ßand. Serok dewletê Italyayê Karlo Azeglio Ciampi jî peyameke sersaxiyê ßand û got: Maroko serokekî xwe yê rewßenbîr wenda kir. Serok wezîrê Swêdê Goeran persson jî bi munasebeta mirina melîkê Marokoyê diyarkir ku mirina melîk ji bo gelê Maroko wendabûneke mezine. Di nava kesên peyam ßandine, melîkeya Hollandayê Beatrix û Papa Jan Paulê duyemîn jî hene. Di vê navberê de, serokê eniya Poli-sariyo Muhammed Abdul-ezîz ku ji bo dawî liserweriya Maroko ya Rojavayê Sahrayê bîne, 15 sale li çolê ßer dimeßîne, ji wekîl-textê nû, melîk Sidi Muhammed re, mesajek ßand. Abdulezîz bang li melîkê nû kir, ku refarandûma ji bo gelê Sahraya Rojava dihat plankirin, di dema xwe de pêk were. Abdulezîz dibêje; ez hêvîdarim tunebûna melîk Hesen, li vê rewßê tesîr neke ku wî bi xwe-jî ev yek dixwest. Gelê Sahraya Rojava, bi refarandûmê wê, ya serxwebûn ya-jî bi hevrebûna xwe ya bi Marokoyê diyar bike. Pißtî ku Spanya di sala 1976an de xwe ji Sahraya Rojava vekißand, Marokoyê herêm dagirkiribû û heta agirbesta sala 1991ê, ßerê navbera her du aliyan 15 salan berdewam kiribû. [CTV242] Melîk Hesen ji sala 1961ê û virve, li Maroko li ser desthilatdariyê bû Melîk Hesen ku di 70ê saliya xwe de mir, ji sala 1961ê û virve, li Maroko li ser desthilatdariyê bû. Melîk Hesen ku deftera wî ya mafê mirovan gelekî xirabe, cara yekemîn di sala 1998"an de ji bo hilbijartinên gißtî destûr da. Melîk herwiha, bi têkiliyên xwe yên germ yên bi Israilê re tê naskirin. Hesenê duyemîn di navbera Misir û Israilê de, mîsyoneke dizî ya navbeynkariyê dabû ser milê xwe. Melîkê Maroko Hesenê duyemîn, pißtî Melîkê Urdunê Huseyîn ku di meha Sibatê de miribû, duyemîn serokê Erebane yê bi têkiliyên xwe yên germ ên bi Israilê re tê naskirin. Bavê wî Muhammedê 5;mîn, zêdetir têkiliyên xwe li gorî berjewndiyan, bi Israilê re didan meßandin. Lê belê Melîk Hesen, bi peymanên curbecur têkiliyên xwe yên bi Israilê re xurt kirin û di heman demê de, wezîrê karê derve û berpirsiyarê yekîneyên ewlekariyê, ji bo pêvebirina têkiliyên bi ÎSraîlê re wezîfedar kirin. Çavkaniyên curbecur îddîa dikin ku wezîrê karê derve, Melîk Hesen aß kiriye ku Mossad, li Marokoyê buroyekê vebike û di berdêlê de jî ji Israilê pêdiviyên ji bo perwerdeya servîsên ewlekariya Maroko bigire. Lê belê, Marokoyê di ßerê Israil û Sûriyê yê sala 1973an de yekîneyeke leßker ji Sûriyê re ßand ku bi hevrebûna xwe ya bi têkoßîna Ereb re nîßan bide, di vê demê de têkiliyên bi MOssadê re cemidîbûn, lê pißtî ßer têkiliyên di navbera her du aliyan de ji nû ve geß bûn. Li gorî hin îddîayan; serok wezîrê Israilê yê sala 1976an Izak Rabîn, li Marokoyê hevdîtineke dizî bi Melîk Hesen re pêk tîne. Hevdîtin ew çend bi diziye, Rabîn ji bo neyê naskirin, perûkekî dide serê xwe. Di hevdîtina Rabîn û Melîk Hesen de, ji bo xurtkirina hevkariya ewlekarî û îstîxbarata di navbera herdu welatan de, ji bo germkirina têkiliyên Misir û Urdunê bi Israilê re, li ser rola navbeynkariyê ya Marokoyê hemfikirbûn. Pißtî 2 salan têkiliyên Israil û Misirê destpê dikin. Maroko, di navbeynkariya xwe de Enver Sedat aß dike ku biçe serdana Qudusê. Ev serdana Sedat, di têkiliyên Israil û Misirê de pêvajoyeke nû dide destpêkirin û ev têkilî xwe digihînin îmzekirina peymana Kemp Devidê. Di vê navberê de, têkiliyên di navbera Maroko û Israilê de her ku çûn xurt bûn. Rayedarên Cihûyan pasaporta Maroko digirin û di berdêla vê yekê de destûr tê dayîn bi Cihûyên li Maroko re têkiliyên xurt werin danîn. Her wiha di navbera herdu dewletan de têkiliyên turîzm, bazirganî û cotkariyê têne xurtkirin. Li Marokoya xwe 29 milyon ßênî, 40 roj ßîn hat îlan kirin. Li aliyê din, ji Melîkê nû Sîdî Muhammed tê hêvîkirin ku li ser ßopa bavê xwe bimeße û têkiliyên bi Israilê re werin berdewam kirin. [CTV243] Emerîka û Çîn têne cem hev Di pêvajoya krîza Kosovo de, li paytexta Yugoslaviya Belgradê avahiya sefareta Çînê ji aliyê hêzên NATOyê ve hatibû bombekirin. Ji wê bûyerê û vir ve cara yekemîne, ku rayedarên payebilind yên Emerîka û Çîn têne cem hev. Wezîra karê derve ya Emerîka Madeleine Albright li Sîngaporê bi wezîrê karê derve yê Çînê Tang Jiahun re hevdîtin pêkanî. Pißtî civîna ASEAN yên wezîrên karê derve yên dewletên Asya Albright û Jiahun hatin cem hev, civînek çapemeniyê ya hevbeß lidarxistin. Di civîna çapemeniyê ya hevbeß de Madeleine Albright diyarkir, ku bi hempißeyê xwe yê Çînî re li ser bombekirina sefaretê, pirsigrêka Taywan, Deryaya Korêya Baßûr û li ser mafên mirovan rawestiyane. Albright herwiha ji aliyê destek-kirina polîtikaya Çînê ya 'yek-Çîn' helwesta Emerîka û diyaloga raste rast anî ziman. Wezîrê karê derve yê Çînê Tang Jiahun da xuyakirin, ji derketina aloziyê Çîn ne berpirsiyare divê rêveberiya Washington rêz ji serxwebûna wan re nîßan bide û diyar kir ku ew alîgirê hevdîtinan in. Herwiha, Tang dibêje divê her du alî li ser sê xalên girîng yên weke rêzgirtina yekîtiya sînoran, rêzgirtina serxwebûna hevûdin û têkilnebûna nav karên hev ên navxweyî, li hevbikin. [CTV244] Di dawiya vê sedsalê de, girtina rojê wê herî baß ji Kurdistanê were dîtin... Roj bi tevahî her 135 salan carekê tê girtin û ji ber vê yekê, bi milyonan kes dixwazin vê bûyera xwezayî bibînin. Lê belê, ji ber ßerê qirêj yê li Kurdistanê tê gotin, gelek kes wê nikaribin biçin herêmê. Zanistiya ezmanî di 11ê Tebaxê de ji bûyera herî balkêß ya xwezayî -girtina rojê- re ßahidî dike. Di vê rojê de, heyv dikeve navbera dunya û rojê, û ruyê rojê yê aliyê dinyayê bi tevahî digre û tê gotin, li gor saeta Kurdistanê di 12 û nîvan de wê siya heyvê bikeve ser Okyanusa derdora Ingilîstanê. Siya ku wê ji ber girtina rojê bi qasî 112 kilomêtre kare, ber bi ewrûpa ve dirêj bibe, û girtina rojê wê di destpêkê de li Ingilîstanê, dûre bi dorê li Fransa, Almanya, Macaristan, Romanya, Bulgaristan û dawî jî li Kurdistanê were dîtin. Girtina rojê li ser xeteke ku ji rojavayê Tirkiyê destpê dike, û ber bi Kurdsitanê dirêj dibe, wê saet li14 û 20an li nêzîkî Cîdeya Derya Reß, li Kurucaßîle, saet di 14 û 44an de jî li Cizîrê xwe bide xuyakirin. Li bakurê Kurdistanê, di serî de Elezîz, Sêwas, Amed, Batman, Cizre, ßirnex û hinek-jî wê ji Wanê girtina rojê were temaße kirin. Li baßurê Kurdistanê-jî ji Dihok, Hewlêr û Silêmaniyê, li Rojhilat-jî ji bajarê Sine girtina Rojê wê xwe nîßan dide. Li gor lêkolîna NASAyê, gundên navçeya Amed Silvan, Baxdere, herêma herî baße ku mirov karibe girtina rojê bibîne. Li aliyê din, li Kurdistanê amadekariyên ji bo dîtin û temaßekirina girtina rojê bi lez û bez berdewam dikin. Lê belê, ji ber ßerê li herêmê, gelek mirovên ku dixwazin girtina rojê bi zelalî bibînin, nikarin werin Kurdistanê. Tê gotin, rayedarên Tirk destur dane ku tenê 3 hezar û 500 biyanî werin Amedê. Rasatxaneya Kandîlê ya girêdayî zanîngeha Bogazîçî ji bo temaßekirina girtina rojê ya vê sedsalê, li derdora Elezîzê baregehên temaßekirinê saz dike. Li herêmê Xerpêt, parka Balakgazî û li derdora tirba teyarbaba, baregehên temaßekirina girtina rojê wê werin avakirin. Saziya lêkolîna zanistî ya ezmanî NASAyê, li Kurdistanê dîtina girtina rojê wiha ßîrove kir. Yekemîn, di 11ê Tebaxê de, li hemû Ewropa ewr heye, lê li Kurdistanê ev yek tuneye. Sedema duyemin saet di 14 û 30 deqan de, roj tê girtin û di vê saetê de roj li ser Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê, girtin an-jî tarîbûna rojê bi awayekî zelal wê ji Kurdistanê xuya bike. Li Tirkiyê bajarên li bakur, bi ihtimalek mezin ji ber ewran, ev bûyer wê nikaribe bi zelalî were dîtin, lê bajarên Kurdistanê ji aliyê Meteolojiyê ve ji bo temaßekirina vê bûyera xwezayî, pirr bi keysin. Girtina rojê herwiha, ji herêmên ku li derveyî siya heyvê dimînin, wê qismen were dîtin. Daireya lêkolîna ezmanî ya Emerîka NASA û gelek saziyên zanistî ji bo temaßekirina girtina rojê ya dawiya vê sedsalê ji sala 1997"an û vir ve, amadekariyên xwe didomîne. Girtina rojê, 2500 sal berê bûbû sedem ku li Mezopotamyayê ßerekî mezin raweste. Ev bûyera miteolojik wiha tê ßîrove kirin. Li Mezopotamyayê, Med û Lidyayî berî zayîna Isa 550 sal li derdora Yozgat Çamlibel, di neqeba çiyayê Kerkenes dest bi ßer kirin. Pißtî ku di navbera herdû aliyan de ßer pirr dijwar dibe, heyv dikeve navbera dunya û rojê, li ser vê yekê cîhan tarî dibe. Ji ber vê yekê, Gelê Med û Lidyayî, li hember vê bûyera xwezayî matmayî dimînin û pê bawerî tîninku yezdanên wan ßer naxwazin û bi vê baweriyê dawî li ßer tînin. [CTV245] Biryara bi tenê ya berbiçav ku ji zirveya Israil û Filistinê derket, berdewama hevdîtinan bû. Di hevdîtinê de serok-wezirê israilê Barak pêßniyaz kir ku vekißîna leßkerên israilê ya ji ßeria Rojava paßve were xistin. Serokê Filistinê Yaser Arafat-jî nîßanda ku niyeta wan tune ku ew di vî warî de paß ve gav bavêjin. Niha çavên herkesî zivirîn ser hevdîtinên ku wê 2 hefteyên din pêk werin. Serokê rêvebiriya Filistina Otonom yaser Arafat û serok-wezirê Israilê Ehud Barak li ßerida Gaze, li noqteya kontrolê ya Erez hatin cem hev. Hevdîtina di pêvajoya aßtiya herêmê, tißtekî nû bi xwe re neanî. Di hevdîtinan de bi giranî li ser ßertên aßtiyê yên di peymana Way de hate rawestin. Aliyê Israilê pêßniyaz kir ku di peymana Way de hin guherin werin kirin. Li gorî Barak diviyabû, gava sêyemîn ya ji ßerîaya Rojava vekißîna hêzên israilê, bi paß ve bihata avêtin û bi hevdîtinên ji bo diyarkirina statuya dawî, li ser vê mijarê jî biryara dawî bihata dayîn. Arafat ev pêßniyaz bi dilgermî pêßwazî nekir. Ji ber ku aliyê Filistinê li bendê ye ku ßertên peymana Way ku herwiha ji aliyê parlementoya Israilê ve-jî hatin pejirandin, bê kêmasî di pratikê de pêk werin. Li gorî peymanê, divê hêzên israilê xwe ji ser axa dagirkirî ya Filistinê vekißîne û girtiyên Filsitinê yên di destê xwe de serbest berde. Di vê navberê de, Arafat-jî xwest ku ji bo vekißîna beßek ji hêzên israilê dem were diyar kirin û herwiha bi qasî 100 girtiyên filistinî-jî serbest werin berdan. Arafat herwiha xist bîra Barak ku divê di navbera Gazze û ßeria Rojava de, koridorek passaja serbest were vekirin û herwiha îsrail alikariyê bide projeya benderê ku hatiye plan kirin li Gazze çêbibe. Lê belê serokê rêveberiy aFilîstînê Yaser Arafat dîsa-jî ji bo ku riya hevdîtinan yekcar neyên girtin, helwesteke nerm nîßan da û pêßniyaza Barak ya '2 hefte bifikirin' red nekir. Serokwezîrê Israîlê Ehud Barak û serokê rêveberiya Filîstînê Yaser Arafat dan xuya kirin ku wan di warê sazkirina komiteyeke xebatê de li hev kirine. Ev komiteya xebatê wê ji bo guftûgokirina mijarên pêkanina ßertên peymanê, roja pêncßemê dest bi kar bike. Wezirê Parastinê yê Fransa Alain Richard da xuya kirin ku divê pêvajoya aßtiya Rojhilata navin gilobal û cihanî be. Richard pißtî serdana xwe ya kin ya Urdunê, civinek çapemeniyê organize kir û giringiya berfireh kirina pêvajoya aßitiyê ya Rojhilata Navin anî ziman. Wezirê Fransî wiha axivî; Divê pêvajoya aßtiyê berfireh û gilobal be. Li aliyek vê pêvajoyê Israilk-Filistin û li aliyê din-jî Israil û Suriye hene. Di vê di nava van herdû aliayn de girêdanek çêbibe. Rißard diyar kir Urdun bi politikaya xwe tesirek baß li pêvajoya aßtiyê kiriye û kêfxweßiya xwe ya di vî warî de anî ziman. Di vê navberê de, hate diyar kirin ku serokê Amerika Bill Clinton di derbarê pirsgirêkên herêmê de, bi rêya têlefonê bi Melikê urdunê Abdullah re bi peyivî. Melik Abdullah beriya niha ji bo pêßxistina pêvajoya aßtiya rojhilata navin çûbû Sûriyê û bi serok-dewlet hafiz Esad re hatibû cem hev. [CTV246] Doza Serokê gißtî yê PKK'ê Abdullah Ocalan, pißtî Imraliyê, wê li Enqerê were meßandin... Pißtî biryara dardakirinê ya ji bo Ocalan, bi serlêdana avûkatan, dosya doza Ocalan, bi destê serdozgeriya Enqerê doh ji Dadgeha Bilind re hat ßandin. Dosya dozê wê ji aliyê serdozger Vural Savaß ve were lêkolînkirin. Li ser biryara dardakirinê ya dadgeha ewlekariya dewletê ya Enqerê ya hêjmara duyemîn, avûkatên Ocalan ji bo xerakirina biryarê serî li dadgeha bilind dan. Hemû belgeyên li ser dosyaya doza Ocalan a ji 89 klasaran pêk tê, ji aliyê wezîfedarên dadgaha ewlekariya dewletê ve ji dadgeha bilind re hate ßandin. Dosyaya Ocalan wê here ber destê serdozgerê dewleta Tirk Vural Savaß ku berê dabû zanîn ku ewê bi xwe li ser dosyayê lêkolîn bike. Savaß dikare, bixwaze ku biryara dadgeha Enqerê ya hêjmara duyemîn, were xera kirin an jî 'erê'kirin. Lê belê ev daxwaz nikare bandoreke zêde li biryarê bike. Savaß divê di nava hefteyek an jî 10 rojan de dîtina xwe amade bike û bißîne ofîsa ku wê dosyaya Ocalan ji nû ve binirxîne. Eger tatîla edlî û rûnißtinên ji bo dosyayê li ber çav werin girtin, îhtimaleke qelse, dosya doza Ocalan li ofîsa ceza ya nobedar were nirxandin. Di vê rewßê de, wê dosya doza Ocalan, di 6 ×lonê de, di destpêka xebata edlî de, li Dadgeha Bilind hêjmara nehemîn, bi awayekî rûnißtina were pêk anîn. Avûkatên Ocalan, xwestibûn ku lêkolînên li Dadgeha Bilind, bi awayê rûnißtinên dadgehê werin kirin. Lê belê avûkatên Ocalanê karibin tevlî rûnißtinan bibin, Ocalanê nikaribe tevlî rûnißtinan bibe. Eger biryara dardakirinê ya dadgeha Enqerê daye, li Dadgeha Bilind a nehemîn were xerakirin, dadgehê ji nû ve were kirin û eger biryara hatiye dayîn were 'erê'kirin, dosya wê biçe parlementoya Tirkiyê. [CTV247] Kurdistaniyan di çarçoveya kampanya 'ji bo Ocalan azadî, ji Kurdistanê re aßtî' îro li paytexta Fransa Parîs û li bajarê Almanya Saarbruken çalakiyên rûnißtinê pêk anîn. Di çalakiya ku ji aliyê Partiya Jinên Karkerên Kurdistan PJKKê li Parîsê hat organîze kirin, 100 Kurd amadebûn. Çalakiyên rûnißtînê ku her roja çarßemê bi rêkûpêkî tên li dar xistin, du hefte li pey xwe hißtin. Kurdistaniyên ku tevlî çalakiyan dibin dilsoziya xwe bi Ocalan re nîßan didin, û dixwazin ku ßerê li Kurdistanê yekcar were rawestandin. Çalakiya li paytext Parîsê saet di 14an de destpêkir û di saet di 17an de bi dawî bû. Di çalakiya rûnißtînê ya li bajarê Almanya Saarbruken de-jî derûdora 200 Kurd beßdarbûn. Di çalakiyê de, ku ji aliyê Komela Çandê ya Kurd ve hatibû organîzekirin, hin axaftin hatin kirin. Kurdistaniyan di çalakiyê de, pankartên bi nîvîsên 'ji bo cezayê dardakirinê na, ji bo Ocalan azadî û ji Kurdistanê re aßti' hilgirtin. Di vê navberê de, Kurdistaniyên li bajarê Almanya Darmßitat û derûdora wê doh êvarê bi heman armancî çalakiyeke rûnißtinê lidarxistin. Piranî jin bi gißtî 150 kes tevlî meßê bûn. Di meßê de, belavokên bi zimanê almanî hat xwendin û sloganên weke 'Bijî SEROK APO' hatin avêtin. Ev çalakî her hefte roja sêßem û înê li meydana Luîzên tênê lidarixstin. [CTV248] Pißtî ku Cevat Soysal ji zindanên tikriyê diyarkir ku êßkence lê hatiye kirin, Rêxistina Efûyê ya Navnetewî û rêxistinên mafên mirovan nerazîbûnên xwe anîn ziman. Rêxistina Efûyê ya Navnetewî ji bo Soysal kampanya çalakiyên lezgîn da dest pêkirin û Komeleya Mafê Mirovan jî li cem dozgeriyê gilî kir. Rêxistina Efûyê ya Navnetewî doh daxuyaniyek da û diyarkir ku li avahiya polêsên Enqerê û avahiya istixbarata Tirk MIT'ê êßkenceyên giran li Cevat Soysal hatine kirin, li hemberî vê rewßê bang li raya gißtî ya navnetewî tê kirin ku hißyarbe. Rêxistina Efûyê di daxuyaniya xwe de bi bîr dixe ku Soysal bi gelek rêbazên êßkenceyê bi rojan hatiye lêpirsîn û lewma 2 caran ew rakirine nexweßxaneyê. Rêxistinê, di warê bûyera Soysal de hemû endamên xwe xistin alarmê û ji bo lêkolîna bûyerê xwest Turkiye rastî zextan were. Rêxistina Efûyê ya Navnetewî bi bîr dixe ku dewleta Tirk bi êßkenceyên li Soysal kiriye, xala sêyemîn a peymana mafê mirovan a Ewrûpayê ku êßkenceyê qedexe dike, binpêkiriye. Di vê çarçoweyê de Rêxistin ji hemû endamên dixwaze, nameyên têde fikarên xwe tînin ziman, ji saziyên dewleta Tirk re bißînin. Li aliyê din, Serokê Gißtî yê Komeleya Mafê Mirovan IHD'ê Husnu Ondul daxuyaniyeke nivîskî da û ji dozgerê dewletê xwest lêpirsînê bidin destpêkirinê. Ondul got: bi wêne û dîmenên di televizyonan de li ber çaveye ku êßkence li Cevat Soysal hatiye kirin, di rewßeke wiha de divê dozgerên dewletê sererast bikevin nava tevgerê û wezîfeya xwe bi cih bînin. Her wiha Ondul got: eger ev yek kême, divê daxuyaniya me ya çapemeniyê weke gillînameyekê were nirxandin. Di vê navberê de, heyeteke tibba edlî Cevat Soysal li zindana navendî ya Enqerê ziyaret kir. Li ser daxwaza dîlên ßer ên li heman zindanê, heyetê, ßopên êßkencê yên di bedena Soysal de tespît kirin û li ser vê yekê ji aliyê heyetê ve raporek hate amadekirin. [CTV249] Pißtî ku dewleta Tirk ji bo siyasetvanên Kurd yên li Ewropa biryara girtinê derxist, Wezareta edaletê ya Belçika diyar kir, hê zûye ku di vî warî de helwestekê nîßan bidin. Wezîrê Edaletê Mark Ferwilºßn di vî warî de daxûyakirin ku li ser biryara girtina endamên parlamentoya Kurdistan li derveyî welat PKDW'ê, heta niha nivîseke fermî ne gihîßtiye destên wan. Wezîrê Belçikî got, beriya ku em helwesta xwe nîßan bidin pêwiste em naveroka biryara girtinê, kî hedef hatine girtin û sedemên wê çine, bizanibin. Li aliyê din, biryara girtinê ku dewleta Tirk derxistiye, li Belçika-jî dengek mezin veda. Ji rojnameyên rojane yên Belçika, do Morgin di vî warî de cîhekî fireh ji nêrînên endama ERNK Mizgin ßen re veqetand. ßen diyar kir ku Enqere hemû saziyên Kurd hedef girtiye û wiha got: "Eger ev biryar were guhdarîkirin, wê ev yek bi temamî bibe helwestek siyasî." YEk ji rojnameyên herî girîng ya civaka flaman, rojnameya De Morgen di hejmara xwe ya îro de cih da axaftina nerazîbûnê ya endama ERNKê. ROjnameyê di nûçeya xwe de ji axaftina Mizgîn ßen 2 xalên der barê biryara girtinê de deranîne pêß. Mizgîn pêßî wiha dibêje: "Eger Belçika û welatên din yên Ewropa li gorî biryara girtinê tevbigerin û siyasetvanên Kurd teslîmî Tirkiyê bikin, bi vî awayî ewê bikevin nav helwesteke siyasî ya derveyî hiqûqê. ßen di vê çarçovê de, revandina serokê gißtî yê PKK Abdullah Ocalan ya Tirkiyê weke mînak nîßan dide. [CTV250] Rêxistinên Mafê Mirovan ên Elman, gotin; ji bo Cevat Sosysal îadeyî Elmanyayê were kirin, divê xebat were meßandin. Di daxuyaniya rêxistinan a hevbeß de bang li Wezîrê Karê Derve yê Almanya Joschka Fîscher tê kirin û tê gotin; em êdî nikarin li hemberî helwesta bêdeng ya dîplomasiyê xwe bigirin. Rêxistinên alîkariyê yên bi navên Mirovahî Medîco Internastional û Pro Asyl di daxûyanîya xwe ya hevbeß de, bang li wezareta karên derve ya Alman û Sefareta Alman ya Enqerê kirin, da ku jiyana Cevat Soysal bixin bin garantiyê, pirsgerekên wî yên tenduristiyê çareser bikin û ji bo vegerina wî ya Almanya xebat bê kirin. Di daxûyaniyê de tê diyar kirin ku êdî ew li hemberî bêdengiya Wezîrê Karên Derve Joschka Fischer, bêzar bûne. Rêxistinên mafê mirovan, jibo ku wezaretê daxûyanîyek wek 'Ew nikarin mirovek xwediyê stasuya penaberiyê be, wek hemwelatiyek Alman biparên' reaksiyon nîßan dan. Di berdewamiya daxûyanîyê de, tê diyar kirin ku him ji aliyê hûqûqî him-jî ji alîyê ehlaqê siyasî ve, eger kesekê mafê penaberiya siyasi li welatekî bi destxistibe, mafê wî welatî yê parastin- heye. Di daxûyanîyê de, daxwaza Almanya ku pêwendiyên xwe bi tirkîyê re xûrt dike bibîr dixe û ji bo ku Almanya binpêkirinên mafê mirovan yên li Tirkiyê bißopîne, bang lê tê kirin. Di vê navberê de, daxûyaniyên ku dibêjin Cevat Soysal li Tirkiyê hatiye êßkence kirin, di çapemeniya Elman de-jî hatin weßandin. Rojnama Alman Frankfurter Rundschau nameya Bahar Soysal ku li ser rewßa zilamê xwe nivîsandiye, weßand. Nameya bi sernivîsa "Zilamê min di bin êßkencê deye" ku di hêjmara îro ya rojnameya Frankfurter Rundschau de hatiye weßandin, ji hukumetên tirk, alman û Molodova re hatiye ßandin. Bahar Sosyal diyar dike, ku çapemeniya Tirk-jî qebul dike ku li zilamê wê êßkence hatiye kirin. Bahar Soysal nûçe-ßiroveya rojnameya Hurriyetê ku derxistina Cevat Soysal bi wê rewßa xwe ya bêhal li pêßiya çapemeniyê rexne dike, weke mînak nîßan dide. Bahar Soysal ku weke zilamê xwe ew-jî li Almanya penabere, nivîsandiye, dema Cevat Soysal li girtîgeha Amedê bû êßkenceyên giran lê hatine kirin, û nexweßîna wî ya niha di encama wan êßkenceyan de peyda bûye. Soysal herwiha balê dikßîne ku digel zilamê wê penaberekî siyasî ye, ew bi awayekî îllêgal hatiye revandin û daxwaz dike ku Cevat Soysal li ALmanyayê were vegerandin. [CTV251] Li ßûna sûcdaran, kesên bela bi serê wan de hatine hedef têne girtin... Pißtî ku derkete holê keçên Kurd yên li bajarê Elmanya Celle û derdora wê, têne revandin û di fuhußê de têne bikaranîn, li ßûna gunehbaran, malbatê bûyer bi serê wan de hatiye têne binçavkirin. Polêsên Alman avêtin ser mala birayê S.Ç ku ji aliyê ßebeka fuhußê ve hatibû revandin û di van rojên derbasbûyî de car din vegeriyaye mala xwe. Di serdegirtinê de ku ji aliyê gelek polêsên bi maskekirî ve pêk hat, birayê S.Ç ku li malê bû, Tuncay Ç, ßêxmus Akbaß û Kurdistaniyek ku navê wî nayê zanîn, hatin binçavkirin. Meyan Ç. pißtî bihîst ku zarokên wê hatine binçavkirin çû muduriyeta emniyeta Celle, lê belê nehißtin ku zarokên xwe bibîne. Li aliyê din, jinbira S.Ç ku polêsan ji bo ifadeya wê bigrin, bang lê kirin, got ku jê pirskirine ka li pißt van bûyeran PKK heye an na. Hafife Ç. diyar kir, polês hewl dide ku bûyerê bike stuyê PKK. Muduriyeta Emniyeta Celle di derbarê Kurdên ku hîn-jî di bin çavan dene, heta niha ti daxûyanî ne daye. Di vê navberê de, li dijî polêsê Alman ku li ßûna ßebekeya fuhußê, maxduran binçav dike, Kurdistaniyan reaksiyon û nerazîbûnên xwe nîßan didin. Seroka Komisyonan Jinan ya parlamentoya Kurdistan li derveyî welat Aysel Dogan bi daxûyaniyekê bûyer ßermezar kir. Dogan wiha got: Jin nirxên ehlaqî yên civakan temsîl dike, ji bo jiholêrakirina civakêkê, lîstina bi jinan yek ji siyasetên bingehîn yên kedxwaran e. Dogan bang li herkesî kir ku li hember polîtîkayên li dijî nirxên mirovahiyê bikevin nava tevgerê. [CTV252] Li nêzî navçeya Mûß Kopê, di ßerekî navbera gerîllayên ARGK'ê û leßkerên Tirk de, leßkerek hat kußtin û yek jê astegmen bi gißtî 6 kes hatin birîndarkirin. Li gorî rayedarên daxuyaniyên dewleta Tirk; li nêzî navçeya Mûß Kopê, wesayîta leßkerî ya li nava bendava Alparslan-1 digeriya, doh bû hedefa gerîllayên ARGK'ê. Di encama ßer de leßkerekî bi navê Hilmi Çaglar hat kußtin û yek jê astegmen 6 leßker jî birîndarbûn. Li ser vî ßerî, çavkaniyên ARGK'ê heta niha ti daxuyanî nedane. [CTV253] Hukumeta Tirk, li aliyekî diyar dike ku her cure êrîßên li hemberî daristanan, wê nekevin ber efuyê, lê aliyê din hate ragihandin ku hêzên çekdar yên dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê daristanan dißewitînin. Li gorî nûçeya nûçegihanê me, daristanên li derûdora navçêya Culemerg, ßemzînanê û li herêma ßapatanê jî yên li derdora gundên Beytû û Yeldayê, pêr ji aliyê leßkerên tirk ve hatin ßawitandin. Hate ragihandin ku leßkerên tirk yên tabûra komandoyên çiyê ya Kayserî bi bahaneya ku 'PKKyî xwe li navê vêdißêrin' agir berdan daristanên herêmên ku navên wan derbasbûn. Leßkerên herwiha daristinên li çiyayên Gomik û Zîlek li derûdora gundê Yedibölük ya girêdayî navçeya Batman Hezoyê-jî dane ber agir. Li gorî agahiyên bi destketine, leßkerên qereqola jendirmeyan ya gundê Yedibölükê pêr agirekî gurr berdane çiyayên Gomik û Zîlekê. Di encama vê agir-pêxistinê de, hemû daristanên li wir ßewitîn. Li gorî nûçegîhanên me yên li herêmê, ßewat li qadek fireh hê-jî berdewam dike. Li aliyê din, leßkerên qereqola li gundê Yanikkaya girêdayî Batmanê û cehßan agir berdan daristanên qada Usivka jî. ßewata ku pêr danê nîvro li wir destpêkir, hate ragihandin ku hê-jî didome. [CTV254] Zeynel Bagir ku weke serokê belediya navçeya Amed Licê hatibû hilbijartin û pißtire ji wezîfa hatibû girtin, îtîraza wî ya li cem Konseya Bilind ya Hilbijartinê, hate red kirin. Di vî warî de Bagir daxuyaniyêk nivîskî da û diyar kir, ku biryara Konseya Bilind a Hilbijartinan daye li dijî qanûnên navnetewî ye. Bagir wiha got: eger komisyonê daxwaznameya me lêkolîn kiriba wê fêm bikira ku em rastin û li gorî wî biryar bidana. Bagir wiha berdewam kir; emê serî li Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê bidin û em bawerdikin ku wê tirkiya sûcdar were dîtin. Her wekî tê zanîn, di hilbijartinên 18 Nîsanê de endamê HADEPê Zeynel Bagir, serokatiya belediya navçeya Amed Lîcê bidestxistibû û di sala 1989an de bi behaneya tevlî bûyereke birîndarkirinê bûye, ji wezîfê hatibû girtin [CTV255] Fermandarê qereqola Xanikê ya girêdayî navçeya Wan Elbakê, bi pereyên ji gundiyan berhevkiriye, 2 qereqolan dide avakirin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin; fermandarê qereqola Xanikê Halît ßahin, ji gundiyan 25 milyar lîreyê tirk berhev kiriye û bi vî perî, li herêmê, beriya 40 rojan hîmê 2 qereqolan daniye. Her wiha di lêkirina qereqolan de 15 gundî jî bi darê zorê têne xebitandin. Gundiyê bi navê Tahir Yumußak ku xebata di lêkirina qereqolê de red kiriye, 10 rojan hatiye binçavkirin û pißtre di berdêla 500 milyon pereyê tirk de serbest hatiye berdan. Gundiyan diyarkirin ku fermandarê qereqolê teraktor û wesayîtên wan jî di avakirina qereqolan de bi kar tînin û lewma ji saziyên mafê mirovan alîkarî xwestin. [CTV256] Hukumeta Norwejê xwe amade dike ku bi hezaran penaberên ji Baßûrê Kurdistanê vegerîne welatê wan. Tê diyarkirin, ji ber ku Komîsyona Bilind ya Penaberan a Neteweyên Yekbûyî Baßûrê Kurdistanê weke herêmeke bi ewle dinirxîne, Norwejê biryareke bi vî rengî di rojeva xwe de bi cihkiriye. Çavkaniyên Wezareta Dadê ya Norwejê dan zanîn ku di 6 mehên pêßîn ên îsal de, piraniya wan ji baßûrê Kurdistanê bi tevahî 4 hezar û 400 kesan ji bo penaberiyê serî li wan daye. Wezîrê Dadê yê Norwejê Ale Hamar diyar kir ku, pêßniyaza der barê vegerandina penaberên Baßûrê Kurdistanê de li kabîneyê tê guftugokirin, lê belê heta niha li ser vê mijarê tu biryar ne hatine wergirtin. [CTV257] Daxwaza Dewleta Tirk ya çek kirrînê, li Elmanya dîsa pirsgirêka Kurd anî rojevê. Hukumet û muxalefet her çend di vî warî de, cuda bifikirin-jî li ser nuqteyekê li hev dikin; çek firotina ji bo Tirkiyê bi pirsgirêka Kurd ve hatiye girêdan. Her çend Enqere bêje; 'ji xwe me nedixwest em çek bikirrin,' dîsa jî tekiliya xwe ya bi ßîrketa çekan re didomîne. Di dema serdana Wezirê karê derve yê Almanya Joschka Fischer ya Enqerê de, hin nûçe derketin holê û gotin; Tirkiye dixwaze bi qasî hezar panzerên Leopar bikirre. Ev yek di nava partiyên li hukumetê û muxalefetê de bû sedemê guftûgoyan. Li ser reaksiyonên li Berlinê, Enqerê da xuya kirin ku ti hewldanên wan yên ji bo kirrîna panzeran tine. Lê belê berdevikê çapemeniyê yê firmeya hilberinê ya bi navê Krauss Maffay, Detlef Yarits vê daxuyaniyê rast nake. Yarits, ji Televizyona me re da xuya kirin, ew dizanin ku Tirkiye di warê kirrîna panzeran de dilxwaze, di vê çarçovê de, wan ji bo destûra firotinê serî li konseya ewlekariya Almanya Federal daye. Di vê navberê de, wezareta karê derve ya Almanya da xuya kirin, "ne mumkune ku em panzeran bifiroßin Tirkiyê', lê belê ev daxuyanî ji aliyê hevparên koalisyonê sosyal demokratan û partiyên li muhalefetê ve hate rexne kirin. Ev partî biryara NA ya ji bo panzer firotinê weke biryarek "lezgîn û ji bo pêvajoyê bizerar' binirxînin. Lê belê xalek heye ku hemû partî li ser li hev dikin. Berdevikê komisyona parastinê ya partiya Sosyal demokrat Folker Kröning, xwest ku firotina panzeran bi çareseriya pirsgirêka Kurd ve were girêdan. Li gorî Kröning Divê mirov di warê çareseriya pirsgirêka Kurd de hin bêtir cesaretê bide dewleta Tirk. Daxuyaniyek bi vî rengî-jî ji Xiristiyan Demokrat û ji Liberalan hat. Berdevikê yekitiya Xiristiyan Demokratan Kurt Rozmanit, da xuya kirin, ev panzer bi ßertê ku di ßerê li Kurdistanê de neyê bi karanin, dikarin werin firotin. [CTV258] Pêßniyazqanûna ji bo poßmanî û efûyek qismî ku ji aliyê wezareta edaletê ya tirk ve hatibû amade kirin û partiyên di hukumetê de-jî li ser li hev kiribûn, wê di hefteya pêß me de ßeklê wê yê dawî were dayîn. Wezirê Edaleta Tirkiyê Hikmet Sami Turk da xuya kirin, qanûna poßmaniyê wê weke qanûnên ku beriya niha hatibû derxistin, dem kin be û got ew dixwazin hîn bêtir bikevin nava detayan. Di pêßniyaz-qanûna Poßmaniyê de, hin sûçên sivik wê bi temamî werin efû kirin. Di pêßniyaznamê de, rêvebirên rêxistinê ne têde, militanên ku tevlî ti karên kußtinê nebûne-jî têne efû kirin. Lê belê ji bo ku mirov bikaribe ji vê qanûnê feyde bigire, ßertê itirafkariyê tê dayin. Tê gotin ku ev qanûn-jî wê weke yên berê dem kin be. Di qanûnê de, di derbarê azadiya fikir û raman de, ku Dewleta Tirk di qada navnetewî de xistiye nava zehmetiyên mezin, gavên girîng nehatine avêtin. Tenê cezayên sûçên ku bi rêya çapemeni, medya û bi devkî hatine kirin wê bên paßvexistin. Ev ceza wê tenê ji bo sê salan bên paßvexistin, Lê eger di nava vê demê de dîsa heman sûç werin kirin, ceza çibe wê were kißandin. Balkêße ku di vê pêßniyaznameya qanûnê de, behsa cezayê îdamê nayê kirin. Ji aliyê din ve, li gorî vê qanûnê, wê cezayê sûçên edlî werin kêm kirin û sûçdarên edlî ku heta 12 salan ceza li wan hatine birîn wê werin efû kirin. Lê belê kesên, sûçên ku mirovan di ßermê de dihêlin kiribin nikarin ji vê efûyê feyde bigirin. Li dijî pêßniyazqanûna ji bo poßmanî û efûyek qismî ku ji aliyê hukumeta Tirk ve hatiye amadekirin lê belê ji bo gißtî derbas nabe, reaksiyon didomin. Di derbarê pêßniyazqanûnê de ku berfirehiya wê hîn ne hatiye diyarkirin, sekreterê gißtî yê IHD Nazmi Gur daxûyaniyek da televizyona me. Gur got, çawa ku ev pêßniyaz-qanûnan wê feydek civîkî nedin wê herwiha pirsgirêkên mezin-jî bi xwe re bînin. Sekreterê gißtî yê IHD Nazmi Gur daxûyaniyek da televizyona me û gotpêßniyazqanûna ji bo poßmaniyê û efuyek qismî ku lihevhatina hukumeta Tirk pêk aniye, wê feydeyek civakî nede. Gur got, qanûnek wiha ya di derbarê efuyê de wê cûdahiyê bîne rojevê û diyar kir ku efuyek gißtî ßerte, lê belê bi vî awayî wê aßtiyek civakî pêk neyê. Gur got di pêvajoya beriya niha de-jî 5 qanûnên îtîrafkaran hatine derxistin û tenê hîn bêtir pirsgirêkan derxine û feydê nede ti tißtî. Gur got, di encama zextên arêna navnetewî yên ku ji ber binpêkirina mafên mirovan yên li Tirkiyê hatine kirin, ev pêßniyazqanûn bi armanca bêdengkirinê hatine fikrandin. Gur da zanîn, di derbarê azadiya ramanê de organîzasyonek ne hatiye kirin, tenê suçên di warê çapemeniyê de wê werin paßvexistin û ev pêßniyazqanûn-jî ne gavekî baß e. Gur herwiha balê kißand ser serdana Tirkiyê ya alîkarî wezîrê wezareta karê derve ya Emerîka Harold Koh ku wê heftiya pêß me pêk bîne ku rastî rojênlihevhatina hukumetê tê. [CTV259] Heyeta Tirkiyê ya li ser krîza binpêkirinên sînoran çûbû Iranê, xebatên xwe qedand û vegeriya. Heyeta Tirkiyê doh tevî heyeta Iranê li herêma hatibû bombekirin qasê 2 saetan lêkolîn kir û pißtre derbasî Urmiyê bû. Li Urmiyê hevdîtinên di navbera herdu aliyan de berdewam kirin. Heyeta Tirkiyê ya xebata xwe li vir bi dawî kir, ji Iranê veqetiya. Di warê hevdîtinên aliyan de ti daxuyanî ne hat dayîn. Li aliyê din, ajansa nûçeyan a fermî ya Iranê IRNA'yê doh bi ßev di nûçeyên xwe de diyarkir ku di dema lêkolînên cihê bombekirî de endamekî heyeta Tirkiyê gotiye; ewê tezmînata zirarê bidin. Lê belê ev yek heta niha ji aliyê karbidestên Tirkiyê ve ne hatiye rastkirin. Pißtî lêkolîna heyeta Tirkiyê, serok wezîrê Tirkiyê Bulend Ecewît daxuyaniyek da û diyarkir ku cihê hatiye bombekirin ne erdê Iranê erdê Iraqêye. Balafirên ßer ên Tirkiyê rojên derbasbûyî herêmeke di nava sînorên Iranê de bombekiribû û di encamê de leßkerên Iranê jî di navê de 5 kes hatibûn kußtin 10 kes jî birîndar bûbûn. Dewleta Tirk ji bo xwe ji krîza turîzmê ya ketiye navê xilas bike, kampanya li pey kampanya saz dike, li aliyê din jî bi baheneya tunebûna ewlekariyê destûr neda civîneke navnetewî ya berê hatibû plankirin. 5 hezar ciwanên ku di nava wan de zanyar, rewßenbîr û hunermend hene, xwestin li bajarê Balikkesîrê civînekê bi navê; 'Li Egeyê ji bo aßtiyê dilopek' lidarbixin. Lê belê karbidestên dewleta Tirkiyê, bi bahaneya tunebûna ewlekariyê destûr nedan civînê, ji aliyê sazûmankarên civînê ev yek weke durûtiyê hat nirxandin. Pißtî ku ji bo civînê destûr ne hat dayîn, Komîteya Civînê ya Amadekardaxuyaniyeke nivîskî da û diyarkir; di vê demê de ku Tirkiye dixwaze bi kampanyayan ewlebûna Trikiyê nîßan bide, helwesteke bi vî rengî durûtiye. Her wiha di daxuyaniyê de tê gotin; di vê demê de serlêdanên li cem WEzareta Karê Hundur, Walîtiya Balikkesîrê û li cem belediyê, bi zanebûn bersîva wan derng hatine xistin. Komîteya Amedekar, îro li Navenda Çanda Evrenselê, di vî warî de civîneke çapemeniyê lidarxist û careke din ji bo lidarxistina civînê destûr xwest. Bi tevî endamên KESK û DISKê û gelek rêxistinên din ên sivîl, bi destjikar berdana seatekê ve, pêßniyaz-qanûna hukûmeta Tirk ya ji bo ewlekariya civakî protesto kirin. Karker û karmendên ku saetekê ketin greva birçîbûnê, li Enqere Stenbol û Izmirê-jî, xwepêßandan lidarxistin. Rêvebiriya Turk-Ißê ku îßaretên li hev kirinê dida hûkûmetê û ji bo ku endamên wan tevli grevê nebin biryar girtin, hinek sendikayên wan disa ketin grevê. Endamên konfedarasyona DISK, KESK, Yekitiya Tendrustvanên Tirkiyê û Odeya Mimar û Muhendisên Tirkiyê, bi armanca protestokirina pêßniyaz-qanûna hukûmeta Tirk ya ji bo ewlekariya civakî, di navbera saet 11 û 12an de dev ji kar berdan. Çalakvanên ku li meydana Ulusa Enqerê li hevcivya bûn, civînek çapemenîyê lidarxistin. Serokê KESKê Siyamî Erdem diyar kir ku, kermend û karker daxwaza xwe ya herî mirovî tînin ziman. Erdem axafina xwe wiha berdewam kir; 'makyaja hûkûmeta Tirk ya 57 an, di nav du mehan de xera bû û helwesta wan ya dijberî kedê û gel, eßkere bû. Ev hûkûmet li dijî kedê û mirovan tevdigere û ev yek neheqiyeke mezine'. Erdem di berdewamîya axaftina xwe de, hûkûmet ßiyar kir û got 'eger bi vî rengî berdewam bike, kedkar, wê heta dawiya jiyana xwe ji kar werin dûr xistin. Rêvebiriya Turk-Ißê ku sinyalên li hev kirinê didan hûkûmetê û ji bo ku endamên wan tevli grevê nebin, biryar girtibûn, hinek sendikayên wan disa tevli çalakiyan bûn. Çalakiyên karker û karmendan yên li bajarê Stenbolê ku di nava coßeke mezin de pêk hatin, sologanên li dijî serokê Turk-Ißê Bayram Meral-jî, hatin avêtin. Di derabrê mijarê de me bi endamê Komîteya Navnedî ya KESKê Cengîz Uzuner re hevdîtin pêk anî. Uzuner diyar kir ku endamên Turk-Ißê li hemberî rêvebirîya xwe gelek bêzarin û êdî ßansê Turk-Ißê tineye ku tevli çalakiyan nebe. Uzuner da xûyakirin ku ewê sibe wek 'Platforma Kedê' li hev bicivin û biryareke xûrt ji bo çalakiyên hevbeß wergirin. [CTV260] Xebatên diplomatîk ji bo jinûve destpêkirina pêvajoya aßîtiya rojhilata navîn, îro li Misrê berdewamkirin. Serok wezîrê Israîlê Ehûd Barak îro bi serok komarê Misrê Husnî Mubarek re hevdîtin pêkanî. Barak ji Mubarek daxwazkir, ku destekê bide pêßniyaza wî ya ji bo derengxistina vekißîna leßkerên Israîlî ji ßerîa Rojava. Li gorî peymana Wayê wê leßkerên Israîlî ji ßeriya Rojava xwe paßve bikßîne. Li bajarê Misrê Iskenderiye Serok wezîrê Israîlê Ehûd Barak ji alî wezîrê karê derve yê Misrê Emr Musa û ji kar û barên siyasî berpirsiyar, Usame El Baz ve, hat pêßwazîkirin. Pißtre jî Barak û Mubarek hatin cem hev û li ser pêvajoya aßtiya Rojhilata Navîn ya ku xetimiye rawestiyan. Barak di hevdîtinê de ji Mubarek daxwaz kir, ku destekê bide pêßniyaza wî ya derengxistina vekißîna leßkerên Israîlî. Lêbelê, serok-komarê Misrê pêßniyaza Barak qebûl nekir û ji Barak xwest ku di hevdîtinên aßtiyê yên bi Ereban re bikeve nav helwesteke nermtir. Barak pißtî hevdîtinê di civîneke çapemeniyê de got, 'ez girêdayî peymana Wayê me, emê li gorî vê peymanê tevbigerin.' Barak herwiha, di derbarê daxwaziya guhertina hin xalan de diyarkir, ku ev yek tenê dikare bi qebûl kirina serokê rêvebiriya otonoma Filistînê Yasir Erefat pêk were û wiha got: 'Ger ev pêk neyê, wê demê emê dîsa li ser rêya xwe ya berê bimeßin. Barak li ser pirsekê di derbarê helwesta Suriyê û girên Golanê jî bersiveke wiha da: Ez yek kevirekî tenê jî ku ji cih nehatibe livandin, nahêlim. Serok wezîrê Israîlê Barak bi serokê Filistînî Yasir Erefat re roja ßemiyê hevdîtin pêkanîbû, lê belê tu encameke erînî derneketibû holê. Rayedarên Filistînî di daxuyaniyeke duh de dan zanîn ku ewê guhertinên di derbarê peymana Wayê de qebûl nekin. Pêßniyaza Barak wê di hevdîtinên du hefteyên din de careke din were rojevê. Her wiha çav li rêye ku komisyonek ku him ji Filistîniyan û him ji Israîliyan pêk tê ji bo lêkolînkirina pêßniyaza Barak îro li hev kom dibin. Li aliyê din serokê Filistînî Yasir Erefat bi serokê Emerîka Bil Kilintin re bi rêya telefonê bi qasî 40 deqeyan hevdîtinek pêk anî. Erefat di hevdîtinê de ji Clinton daxwazkir ku mudaxeleyî kirîza di derbarê pêkanîna peymana Wayê bike. Arafat pißtî ku di hevdîtina xwe ya bi Barak re, ne gihîßte encama ku hêvî dikir, diyar kir ku wî ji Klîntin re aniye ziman ku ewê tu guherînên li ser peymana Wayê qebûl neke û pêwiste Israîl hemû xalên peymanê pêk bîne. [CTV261] Moskowa û Tehran xwe amade dikin ku ji bo hevkariya aborî ya di buhaya 8 milyar dolarî de rêzek peyman mor bikin. Alîkarê Yekemîn ê Serok Wezîrê Rusyayê Nikolay Aksiyoneko ji ajansa Inerfaksê re diyarkir ku di navbera herdu welatan de peymanên hevkariya aborî ku yekûna wan digihîje 8 milyar dolarî, hatine amadekirin. Nikolay Aksiyoneko diyarkir ku wî doh li Moskowayê bi wezîrê Madenê yê Iranê Ishak Cîhangîr re hevdîtin pêk aniye û got her du welat jî dixwazin ku li hemberî têkoßîna narkotîkê bi hev re bikevin nava hevkariyê. Aksiyoneko wiha got: Hewldana me ya hevbeß wê kesên dixwazin têkiliyên me xirab bikin, bê tesîr bike. Danûstandinên dîplomatîk ên di navbera herdu welatan de, tê texmînkirin ku bi serdana Wezîrê Karê Derve yê Rusya Igor Ivanov ya Tehranê û serdana Sekreterê Konseya Ewlekariya Iranê Ruhanî ya Moskowayê, tundtir û xurttir bibin. Yekîtiya Ewropa di pêvojoya aßtiya Rojhilata Navîn de, ji siyasetê zêdetir, alîkariya aboriyê esas digire.. Wezîrê Karê Derve yê Elmanya ku niha hevdîtinên xwe yên li Israîl û Filîstînê berdewam dike, herî pirr ji karsazan hez kir. Delegasyona wezîrê karê derve yê Almanya Joschka Fischer ku ji ber mirina melîkê Maroko, bi derengî dest bi gera xwe ya Israîl û Filîstînê kir, bi giranî ji karsazan pêk dihat. Fischer pêßî li Telavîvê kete nav danûstandinan û bi rêzê bi hempîßeyê xwe Davîd Levî, serokwezîr Ehud Barak û serokkomar Ezer Vayzman re hevdîtin pêkanîn. Pißtî diyar kir ku ew pêvajoya aßtiya Rojhilata Navîn girîng dibînin, Joschka Fischer wer da zanîn ku ewê nekevin bi barê misyoneke siyasî. Li gorî Fischer, Yekîtiya Ewrûpa û ALmanya hîç dilê wan tune ku navbeynakariya her du aliyan bikin û rolekî aktîf hilgirin ser milê xwe. Xalên ku Joschka Fischer bêhtir deranîn pêß, ji aliyê aborî ve pêßvebirina herêmê û xurtkirina bazirganiyê bûn. Wezîrê karê derve yê Almanya Fischer dema îro bi serok dewletê Filîstînê Yasir Erefat re hevdîtinek pêk anî, heman dîtinên xwe ji wî re jî anîn ziman. Van mesajan hem kêfa Telavîv û hem-jî ya Gazze anî, û hemû lîderan ji bo alîkariya aborî spasiyên xwe pêßkêßî Yekîtiya Ewropa kirin. Lê belê, dîsa jî mirov nikare bibêje ku Joschka Fischer siyasetê yekcar li derve dihêle. Ji ber ku Fischer ji bo ku pêßveçûna aborî ji guherînên siyasî û pêvajoya aßtiyê re bibe bingeheke baß, ji bîr nekir ku hêviyên xwe bîne ziman. Fischer pißtî temamkirina danûstandinên xwe yên li rojhilata navîn, ji bo ku di civîna Peymanan istîkrarê ya Ewrûpaya Baßûrrojhilat de cih bigre, çû Bosnayê. [CTV262] Civîna pakta istikrarê ya ji bo Baßur Rojhilatê Ewropa ku bi armanca jinûve avakirina Balkanan tê organîzekirin, îro li Bosna destpêkir. Di destpêkê de, wezîrên karê derve yên Yekîtiya Ewropa û yên welatên herêmê têne cem hev. Wezîrê karê derve yê Tirk Ismail Cem-jî wê di cîvînê de hîn bêtir di çarçoveya têkiliyên navbera Yekîtiya Ewropa û Tirkiye de hevdîtinan pêk bîne. Hate diyarkirin ku Peymana Istîkrarê ya bi armanca jinûveavakirina Yugoslavya ku pêvajoya sê mehan bû hedefa bombardimanan NATOYê, hatiye plankirin, der barê aborî, demokrasî û warên ewlekariyê de ye. Rayedarên Tirk ku tevlî civînê dibin, derbarê bûyerên li Kosovo fikarên xwe yên di warê siyasî û îdarî de wê bînin rojevê. Lê belê, wer xuya dike ku ji ewlekariya Balkanan zêdetir wê Tirkiye ku di navbera wê û endamên Yekîtiya Ewropa de krîza têkiliyên aborî heye, civîna bilind wergerîne platforma hevdîtinan. Wezîrê karê derve yê Tirk Ismail Cem ku ji bo civîna bilind berî her tißtî dest bi hevdîtinên xwe yên li Balkanan kir, pêßî çû Albaniya dure-jî Makedonya û li wê derê bi serokkomar, serokwezîr û wezîrên karê derve yên herdû welatan re rûnißt. Cem, pißtî hevdîtinan daxûyaniyek da û diyar kir ku di çarçoveya civînê de wî hin hevdîtinên ne fermî yên dualî pêkanîne. Cem wê bi hempîßeyên xwe yên Alman, Italî û Yunanî re ku di serî de di warê pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyînê de zextê li rêvebiriya Enqerê dikin, bikeve nav danûstandinan. Di van hevdîtinan de wê bi giranî li ser kriza van welatan ya bi Tirkiyê re û pêvajoyên nermkirinê were rawestîn. Pêßî wê bi wezîrê karê derve yê Italî Lamberto Dinî re li ser nameya ku serokwezîrê Italî Dalema ji serokwezîrê Tirk Bulent Ecevit re ßandiye û li ser bûyerên pißtî nameyê hevdîtin werin pêkanîn. Cem wê dure li ser hevdîtinên Tirk û Yunan ku wê dûre bi wezîrê karê derve yê Yunanistan Yorgo Papandreu re li Atinayê berdewam bikin, nirxandinekê bike. [CTV263] Em bultena xwe ya îro, bi bûyerên dawî yên li Iraqê, hevdîtinên wezîra karê derve ya Emerîka yên li Balkanan û êrîßa întîharî ya li Sri Lanka pêk hat, bi dawî tînin. IRAK Ji bo ku balafirên ßer yên Emerîka û Ingiltere li herêmên ji firînê re qedexe êrîßên xwe bidin rawestandin, rêvebiriya Iraqê ji sekreterê gißtî yê neteweyên yekbûyî Kofi Annan daxwazkir ku mudaxelle bike. Li gorî ajansa nûçeyan ya herêmî ya Iraqê INA, wezîrê karê derve yê Iraqê Said El Sahaf di nameya ku ji Annan re ßandiye de, bang li Annan dike ku ji bo rawestandina van çalakiyan ku aborî û ewlekariya welêt tehdîtin dikin û dibin sedemê zeraran, li cem hukumetên Emerîka û Ingiltere mudaxelleya bûyerê bike. El Sahaf di nameya xwe de diyar dike, di dema êrîßa hewayê de ku balafirên ßer yên Emerîka û Ingiltere roja 18ê tirmehê li baßûrê welêt pêk anîn, 17 Iraqî ku pirraniya wan jin û zarok bûn, hatin kußtin. Di vê navberê de, balafirên ßer yên Emerîka li herêma baßûrê Kurdistanê ya ji firînê re qedexe, îro careke din balafirßkênên Iraqê dane ber bombeyan. Rayedarekî leßkerî yê Emerîka di derbarê mijarê de daxûyakirin ku balafirên ßer yên F-15 û F-16 li baßûrê Musulê bombeyên bi lazerê avêtine ser bataryayên ku li dijî wanin. Balafirên ßer yên Emerîka ji Kanûna sala derbasbûyî û vir ve, li baßurê Kurdistanê heta niha bi gißtî 65 êrîß pêk anîne. ABD Wezîra karê derve ya Emerîka Madeleine Albright beriya ku biçe Yugoslaviya bi wezîrê karê derve yê Italya Lamberto Dinî re hate cem hev. Di rojeva hevdîtina Albright û Dinî de, mijara Tirkiyê-jî cîh girt. Wezîrê karê derve yê Italya Lamberto Dinî pißtî hevdîtinê daxûyaniyek da û got, eger Tirkiye ji mafên mirovan re rêz bigre ewê di pêvajoya nêzîkbûna ji bo Yekîtiya Ewropayê, destekê bidin. Dinî got ku wî di hevdîtinê de bahsa vê mijarê kiriye. Lamberto Dinî wiha axivî: Italya hertim destek daye nêzîkbûna Tirkiyê ji bo Yekîtiya Ewropa. Sibê, wê tirkiye karibe rojekê bibe endamê yekîtiya Ewropa, Lê belê pêwîst ji bo demokrasî û mafên mirovan rêz bigre. Yekîtiya Ewropa mafên mirovan binpê nake. Em pêßniyaz dikin ku Tirkiye di warê mafên mirovan de gav bavêje. SRI LANKA Parlamenterê Eniya Rizgariya yekbûyîna Tamîl ku di mijara etnika li Sri Lanka de bi hevdîtinên tolerant tê nasîn Neelan Thiruchelvam diyar kir, ku kesekî nasnameya wî nayê zanîn êrîßek intîharî pêk aniye û di encamê de miriye. Polês-jî daxûyakirin, kesekî nasnameya wî nayê zanîn, vê serê sibê xwe nêzîkî otomobila parlamenter kir ku li ber lamba sor rawestiyabû û bombeyên li xwe girêdabû teqandin û jiyana xwe ji dest da. Rayedarên polês diyar kirin ku di êrîßê de parastvan û ßoforê Thiruchelvam û 3 polês birîndar bûne û 3 wasaîtên li derûdorê-jî zerar dîtine. Heta niha ti rêxistinek berpirsyariya bûyerê hilnegirtiye ser xwe. Dokument1 Seite 675 von 1