[1] Belê, min ew dîtin; diçûn... [2 aydogan_res] Biryar ji berê de hatibû dayin. [3 aydogan_res] Wan ê çavên xwe bigirtana û bidaya ser rê. [4 aydogan_res] Ew ê biçûna... Ji cîran û hin nasên wan pê ve, tu kesî pê nizanîbû, bê ka ew ê bi kû de biçûna. [5 aydogan_res] Ji xwe, ev tişt ji bo wan ewqasî ne girîng bû jî. [6 aydogan_res] Piştî ko mirov nema dikare li warê xwe bisitire… Piştî ko mirov berê xwe dide hin warên xerîb û diçe… Wek dara ko mirov bixwaze rehê wê ji erdê qut bike. [7 aydogan_res] Êdî veşêrin, ji çi re dibû; eşkere bikin, ji çi re dibû... Lê tevî vê jî ew ê bi dizî biçûna. [8 aydogan_res] Wan nedixwast kes bi wan bihise û bibêje »biniherin, va ew jî çûn...« [9 aydogan_res] Wan berî wê bi çend rojan, ji bo çûyinê dest bi amadekirina xwe kiribû. [10 aydogan_res] Lawikê malê yê mezin, ji bo peydakirina xaniyekî, hefteyeke berê di pêşiya wan de çûbû. [11 aydogan_res] Û niha ji bo ew jî bi rê ve bikevin û werin, xeber şandibû. [12 aydogan_res] Alavên xwe ji êvar de dabûn ser hevdu. [13 aydogan_res] Ji derveyî alavên ferz, zêde tişt bi xwe re nedibirin: Du sê bedil livîn, hin firax û hin kinc mincên xwe... Alavên xwe yên mayî jî li dost û cîranên xwe belav kiribûn. [14 aydogan_res] Ne bi dilê cîranên wan bû. [15 aydogan_res] Bi mirina wan bû belkî. [16 aydogan_res] Lê ew jî neçar bûn. [17 aydogan_res] Wan nikarîbû ew alav negirtana. [18 aydogan_res] Ji ber ko wan jî dixwast qet nebe, bi vî awayî alîkariyê bi wan bikin. [19 aydogan_res] Ji ber vê yekê jî ji bo ko zû bi zû wan bi rê ve bikin, niha serên xwe bi tiştên weha nediêşandin. [20 aydogan_res] Ew ê bi dû re lê hay bibûna û her gava ko çav li wan alavan biketana, ew ê di ber xwe de, bi dizîka bigiriyana. [21 aydogan_res] Her tiştên xwe yên ko dê li wan bibûna bargiranî, yek bi yek ji dest derxistibûn. [22 aydogan_res] Lê her ko tiştek dida hinan, weke zarokekî xwe têxin gorê, li ber ketibûn. [23 aydogan_res] Bi tenê, bavê wî ji nav alavan rahiştibû teyba xwe û çend kasetan... Heta ku bi xwe kevin nebûya û xera nebûya jî wî ê ew teyb û ew kaset ji xwe bi dûr nexistana. [24 aydogan_res] Wî ê ew ji xwe re bikirana heval û hogir. [25 aydogan_res] Heval û hogirên xwe yên xerîbiyê. [26 aydogan_res] Li wan deveran, ji wan pê ve, ji xwe re ne tu dost peyda dikir, ne jî tu heval. [27 aydogan_res] Her ko bêriya warê xwe bikiraya, dê têketaya odeka xwe, derî li ser xwe bigirtaya, kasetek jî daniya ser û serê xwe li ber bihejanda û têra xwe bigiriya. [28 aydogan_res] Çûyin ne bi dilê yekî jî ji wan bû. [29 aydogan_res] Ji qehran tu nemabû bifetisiyana. [30 aydogan_res] Lê difikirîn û nedifikirîn, tu rêyên din peyda nedikirin. [31 aydogan_res] Roj li cihekî teng li wan çûbû ava. [32 aydogan_res] Tu tişt ji destê wan nedihat. [33 aydogan_res] Tam sal û nîvekê di ber xwe de dabû. [34 aydogan_res] Êdî tu kesî ji wan nema karîbû debar bikiraya. [35 aydogan_res] Ne taqet û ne jî îmkanên ko bikaribe wan li welêt bigire, mabûn. [36 aydogan_res] Ji bo ko kes wan nebîne û ji bo ko kes nebêje »belê min ew dîtin... diçûn...« neçûbûn termînalê jî. [37 aydogan_res] Li ber xwe diketin, fedî dikirin. [38 aydogan_res] Mekîne di berbangê de li ber derî sekinîbû. [39 aydogan_res] Çend cîranên wan yên nêzîk jî hatibûn ber mekîneyê, da ko wan bi rê ve bikin. [40 aydogan_res] Lê diya wî Leyla Xanim nehiştibû ko ew li benda saeta çûyinê bimînin. [41 aydogan_res] Ji bo ko di pey wan re neniherin, hema zû bi zû, ji bo ko li çavên wan nenere û hêsirên wê neyên dîtin serê wê di ber de, xatir ji wan xwastibû û ew şandibûn malên wan. [42 aydogan_res] Lê pîrekên ko bi zora diya wî çûbûn malên xwe, dîsa jî xwe xistibû paş perdeyan û heta ko mekîne ji çavan bi dûr ketibû jî bi dizî di pey wan re niherîbû. [43 aydogan_res] Gava mekîne êdî hew xuya bûbû, hêsirên xwe yên ko li dû hev diherikîn, bi qiraxên leçekên xwe paqij kiribûn. [44 aydogan_res] Wan jî dizanîbû, her cara ko ew di ber deriyê wan re derbas bibin, Leyla Xanima weke her car li ser kevirekî rûniştî dê bihata bîra wan. [45 aydogan_res] Gava mekîne bi rê ve ketibû, herkê li cihê xwe melisîbû. [46 aydogan_res] Serên xwe bera ber xwe dabûn, destên xwe dabûn ber ruyên xwe û ponijîbûn. [47 aydogan_res] Kesî ji wan newêrîbû li dû xwe biniheriya. [48 aydogan_res] Hew carekê bi tenê, ew jî piştî ko ji malê bi dûr ketin, Robîn bi zorê li dû xwe zivirîbû û bi hêrseke gelekî mezin ko mirov digot qey hindik maye biteqe, bi çavên xwe yên ko zor didan sînorên xwe careke din jî li wê kuçeya ko zarokatiya wî lê bihurîbû niherîbû. [49 aydogan_res] Wê kuçeya ko ew ê tu carî ji bîra wî neçûya. [50 aydogan_res] Bi niherîna xwe re diranên xwe hişk jidandibûn, bi herdu destan bi serê xwe girtibû û di cihê xwe de rûniştibû. [51 aydogan_res] Diya wî ew ber bi xwe ve kişandibû û xistibû himbêza xwe. [52 aydogan_res] Wî jî serê xwe danîbû ser sînga diya xwe û têra xwe giriyabû. [53 aydogan_res] »Tu ê welatên nû nebînî, wekî din deryayan tu ê nebînî dev ji te bernade ev bajar li eynî kuçeyan tu ê bigerî...« Konstantînos Kawafîs [54 aydogan_res] Şeş sal. [55 aydogan_res] Şeş salên dûrî welatê xwe. [56 aydogan_res] Dûrî nas û dostên xwe. [57 aydogan_res] Niha, gava ko li ser wî zinarî rûniştibû û li behrê temaşe dikir, ew hemû tişt weke xeyalekê dihatin ber çavên wî. [58 aydogan_res] Weke wêneyekî kevin... Wê roja ko li mekîneyekê siwar bûbûn û her tiştên ko heta wê gavê jiyabûn li dû xwe hiştibûn, yek bi yek dihatin ber çavên wî û dikir ko çavên wî ji xwe ber sor bibin. [59 aydogan_res] Ruyên kesên ji bo wan bi rê bikin li wê derê civiyabûn... Ruyên heval û hogirên wî, hezkiriyên wî yên kevin û hin dîmenên ko ji zarokatiya wî de di bîra wî de mabûn... Giş bi pêlên deryayê re dihatin xwe li zinarên bin lingên wî dixist û diçûn. [60 aydogan_res] Hesreta dilê wî jî bi pêlan re dibû yek û geh bilind dibû û geh dadiket. [61 aydogan_res] Roj hêdî hêdî diçû ava. [62 aydogan_res] Deryaya kûr û bê sînor, di bin şewqa roja ko diçû ava de, weke ko ji binî ve hêdîka bête diqdiqandin, bi kubarî diliviya. [63 aydogan_res] Pêlên zirav, weke çarşefa ko bi ber bayekî sivik ketibe, xwe bi hunerî dihejand û dihatin li perê deryayê diketin. [64 aydogan_res] Herçî roj e, tîrêjên xwe yên herî qels li ser deryayê belav dikirin. [65 aydogan_res] Bi dû re jî, xwe bi ser kêlekê de xwar kiribû û li tîrêjên xwe yên li ser ruyê deryayê direqisîn, temaşe dikir. [66 aydogan_res] Çend keştiyên ji dûr ve xuya dibûn û kelekên ko weke hercar li nêzîkî peravê, hêdî hêdî diçûn û dihatin jî wê dîmena deryayê ya rojane temam dikir. [67 aydogan_res] Di pirtûkekê de xwendibû; gava dilê mirov teng dibe, ji berdêla ko mirov were li kêleka deryayeke bêdawî rûne, ya çêtir ew e ko ji wê bireve. [68 aydogan_res] Ji ber ko her bêdawîbûn, xwasteka mirinê bi xwe re dianî, an jî xwesteka di nava wê bêdawîtiyê de wendabûnê... [69 aydogan_res] Ev bajarê mezin, ev bajarê ko şev û êvarên wî ji rojên wî xedartir, xwe dixist paş perda xwe ya tarî û lempeyên xwe pêdixistin. [70 aydogan_res] Deng hêdî hêdî ji bajêr dibiliya. [71 aydogan_res] Ji bo Robîn, dem ji vêya bikerbtir nedibû. [72 aydogan_res] Çavên xwe berdabûn şewqa wê roja ko tîrêjên wê li ser ruyê deryayê direqisîn û bi dû re jî di neynika mezin a li biniya wê re li xwe temaşe dikir. [73 aydogan_res] Lingekî xwe bera ser zinarên jêrê dabû. [74 aydogan_res] Lingê xwe yê din jî kişandibû ber xwe û sînga xwe dabû ser. [75 aydogan_res] Bayekî hênik û xweş, weke pêleke dilovan dihat û xwe li wî dixist, porê wî bi nazikî bi paş ve diavêt. [76 aydogan_res] Her ko wî ew hênikahî di canê xwe de his dikir, guhê xwe dida xişxişa pelên wan darên mezin ko li gora mesafeyekê bi rêkûpêk hatibûn rêzkirin û dixwast şahîdiyê li wê lihevkirina xwezayî bike. [77 aydogan_res] Di bin daran de, hêşînahiya parkê ya xweş û fireh, mirov bi dilovanî dawetî himbêza xwe dikir. [78 aydogan_res] Herçî park e, hema li gora deryayê diçû û dawiya wê xuya nedibû. [79 aydogan_res] Di parkê de ji bo zarokan çend hêlan û du heb zernezîq jî hatibûn çêkirin. [80 aydogan_res] Li hebekî dûranê, meydaneke futbolê hebû ko bîstika din çend xortan tê de bi hengameyeke mezin bi topê dilîst, lê niha vala bû. [81 aydogan_res] Di nav hêşînahiyê û behrê de, peyarêyeke hebekî fireh hebû. [82 aydogan_res] Gelek kes sirf ji bo ko di vê riyê de bimeşin û ji xwe re li behrê temaşe bikin dihatin vira. [83 aydogan_res] Hinek kes jî hebûn ko kincên sportîf li xwe dikirin û dihatin li wê derê, di wê hewaya xweş de, ji xwe re baz dida. [84 aydogan_res] Ew kesên ko bi malbatî ji bo seyranê hatibûn ber behrê, radibûn û diçûn malên xwe. [85 aydogan_res] Bala Robîn hê jî li ser behrê bû. [86 aydogan_res] Li milê wî yê rastê, du evîndaran hevdu himbêz kiribû. [87 aydogan_res] Keçikê serê xwe danîbû ser milê lêwik û herduyan jî bi hevdu re berên xwe dabûn deryayê. [88 aydogan_res] Lêwik bi dengekî nizm tiştin ji keçikê re digotin, lê baş nedihatin fahmkirin. [89 aydogan_res] Li paş wî, çend keçên bedew û du-sê xortên din, li nav gîhê rûniştibûn û li ber dengê gîtarê, bi melodiyeke giran, stranên evîndariyê digotin. [90 aydogan_res] Dîsa di nav xewn û xeyalan re çûbû. [91 aydogan_res] Êdî tu deng nedibihîst. [92 aydogan_res] Çi gava ko li ber wî behsa evînê bibûya an jî li straneke evîndarî guhdarî bikiraya, tavilê deng ji doraliyê dibiliya û ruyê hezkiriyên wî yên kevn dihatin ber çavên wî. [93 aydogan_res] Nemaze jî yê Nûşînê. [94 aydogan_res] Nûşîn... Niha ew li kû bû gelo, çi dikir, di çi rewşê de bû? [95 aydogan_res] Hezar tişt anîn bîra xwe. [96 aydogan_res] Hema çi rewşên ko karîbûya Nûşîn tê de bûya, yek bi yek anîn ber çavên xwe. [97 aydogan_res] Wê gavê li ber xwe ket. [98 aydogan_res] Tasûwasek ket dilê wî. [99 aydogan_res] Tirseke derengmayinê... Bi dû re kesereke kûr kişand. [100 aydogan_res] Serê xwe bi kerb hejand û dîsa danî ser çonga xwe. [101 aydogan_res] Dilê wî mişt kerb bû. [102 aydogan_res] Hew mabû ko biteqiya. [103 aydogan_res] Êşeke giran li serê wî peyda bû. [104 aydogan_res] Kela girî ket qirikê. [105 aydogan_res] Çavên xwe girtin û vekirin, diranên xwe hişk şidandin. [106 aydogan_res] Lahnet li dinyayê, li jiyanê û hemû neheqiyan anî. [107 aydogan_res] Xeberên xerab ji hin kesan re dan. [108 aydogan_res] Hilma xwe bi lez stend û berda. [109 aydogan_res] Heta ko bîhna wî hebekî hat ber wî, hisa kîneke berlênayêgirtin di dilê wî de serî hildabû. [110 aydogan_res] Gava li xwe hay bû, roj çûbû ava. [111 aydogan_res] Dinya tarî bûbû. [112 aydogan_res] Hêyv li ezmên, mîna quloçekî zêrîn xuya dibû. [113 aydogan_res] Ji ber ko ji nişka ve çav li tariyê ketibû, serê wî çenekî gêj bûbû. [114 aydogan_res] Ji ber wê, hê nehatibû ser hişê xwe. [115 aydogan_res] Li dora xwe nihêrî. [116 aydogan_res] Lempeyên parqê û yên li peravê hatibûn rêzkirin, pêketibûn û heta ko ji wan dihat şewqa xwe di ser deryayê re diavêt dûranê, digihand wêneyê hêyvê yê li ser pêlên ko xof bera dilê mirov dida. [117 aydogan_res] Wê şewqa hanê, li ser ruyê wê behra ko ketibû rengê êvarê, dîmeneke bêhempa pêk dianî. [118 aydogan_res] Dengê pêlan, di bin wê ronahiyê de, mîna melodiyeke xweş li dorhêlê dihate bihîstin. [119 aydogan_res] Xişxişa pelan, ew melodiya ko bi dengê pêlan dest pê dikir, temam dikir. [120 aydogan_res] Mirov hema dixwast bi hezkiriya xwe re li cihekî weha, heta sibehê bi tena serê xwe di himbêza hevdu de raketa. [121 aydogan_res] Hingî bayê sivik xwe lê xist, eniya wî cemidandibû. [122 aydogan_res] Hema bi lerzînekê bi xwe hisiya. [123 aydogan_res] Lingê xwe yê din jî bera jêrê, cem lingê din da û bi herdu destên xwe milên xwe mist dan. [124 aydogan_res] Dema ko di ser milê xwe re zivirî û li dora xwe niherî, tu kes nemabû. [125 aydogan_res] Hew ji dûranê, keçikekê û lawikekî bi destê hev girtibû û ber bi wî de dihatin. [126 aydogan_res] Ji derveyî wê jî dengê radyoya bufeya ko hebekî ji wî bi dûr bû, dihat bihîstin. [127 aydogan_res] Beyî dilê xwe li saeta xwe niherî. [128 aydogan_res] Dereng bûbû. [129 aydogan_res] Destên xwe danîn erdê, lingên xwe kişandin jorê û bi aciziyekê rabû ser xwe. [130 aydogan_res] Bi dû re destên xwe ji gemara erdê dawişandin û meşiya. [131 aydogan_res] Piştî du-sê gavan, destên xwe avêtin bêrîkên xwe û li pakêta xwe ya çixareyê geriya. [132 aydogan_res] Pakêta xwe dît û çixareyek jê derxist. [133 aydogan_res] Dîsa destê xwe avêt bêrîka xwe û niftik jê derxist. [134 aydogan_res] Devê qutîka niftikê vekir û li hindurê wê niherî. [135 aydogan_res] Du darik bi tenê tê de mabûn. [136 aydogan_res] Li wî bayê hênik niherî. [137 aydogan_res] Herçî ba bû, her ko diçû xurttir dibû. [138 aydogan_res] Lêva xwe hebekî bi hêrs xwar kir û di dilê xwe de got: [139 aydogan_res] »Hema, Xwedê bike ko ez bikaribim bi van darikan çixareya xwe pêbixim, yan na ez hew dikarim êgir jî li tu deveran peyda bikim.« [140 aydogan_res] Rahişt darikekî û ji qutîkê kişand. [141 aydogan_res] Dîsa serê xwe rakir, wek ko bayê ew di destpêkê de hêdîka mist dida, lê niha xurttir dihat, kontrol bike, sekinî. [142 aydogan_res] Bi dû re, berê xwe ji aliyê ko ba jê dihat da alî û ew darikê niftikê di nava kefa destê xwe de bi lez vêxist. [143 aydogan_res] Tu nemabû ko bibe ber devê xwe û çixareya xwe pêbixe, darik vemirî. [144 aydogan_res] Darik bi hêrs avêt erdê û rahişt yê din. [145 aydogan_res] Hêrs bû. [146 aydogan_res] Dîsa berê xwe ji bayê ko li wî qulipîbû guhert û bi eynî awayî hewil da. [147 aydogan_res] Lê, tew berî ko pêkeve, darikê dawiyê jî vemirî û çû. [148 aydogan_res] Wî darikê xwe yê taliyê jî avêt erdê û bi hêrs pehînek lê xist. [149 aydogan_res] Çixareya wî ya ko nikarîbû pêxistaya, di devê wî de bû. [150 aydogan_res] Çavên xwe bi hêviya ko hinan bibîne û agir ji wan bixwaze, li dora xwe gerandin. [151 aydogan_res] Lê, tu kes tune bû. [152 aydogan_res] Bufe jî ji wî gelekî bi dûr mabû. [153 aydogan_res] Di xwe re nedît ko ji bo pêxistina çixareyekê vegere heta wê derê. [154 aydogan_res] Ser dilê wî dişewitî. [155 aydogan_res] Dilê wî bêtir dibijiya çixareyê. [156 aydogan_res] Kurmên wî tev rabûbûn. [157 aydogan_res] Çixare ji devê xwe kişand û di destê xwe de girt. [158 aydogan_res] Bîstikekê meşiya. [159 aydogan_res] Bi dû re çav li lawikekî piçûk ket. [160 aydogan_res] Sêniyek li ser serê lêwik bû. [161 aydogan_res] Lawik ber bi wî de dihat û digel dûrbûnê jî çixareya di devê wî de, sor dikir. [162 aydogan_res] Kêfa Robîn bi vê yekê hat cih. [163 aydogan_res] Wî jî lezand û gihişt ba lêwik. [164 aydogan_res] Herçî lawik e, umrê wî pir pir sêzdeh-çardeh sal bû. [165 aydogan_res] Zarokekî qamkinik û zehîfokî bû. [166 aydogan_res] Eyn wek darikekî bû. [167 aydogan_res] Serê wî piçûk, porê wî kin û çavên wî yên reş li gora serê wî pir gir xuya bûn. [168 aydogan_res] Tîşortekî gemarî bera ser pantorekî qont î riziyayî dabû. [169 aydogan_res] Rengê pantorê wî jê çûbû û çongekî wî jî qetiyayî bû. [170 aydogan_res] Bi awayekî bixwebawer dimeşiya û carê jî hilmeke dirêj ji çixareya xwe dikişand û berdida. [171 aydogan_res] Gava Robîn nêzîkî lêwik bû, gavên xwe sist kirin û bi dengekî nizm, lê mîna ko emir bidiyê, bangî wî kir: [172 aydogan_res] Hişt hişt! [173 aydogan_res] Lawik li deng zivirî. [174 aydogan_res] Robîn bi destê xwe bangî wî kir û got: [175 aydogan_res] Hela were vê derê. [176 aydogan_res] Lêwik berê li Robîn niherî û bi dû re jî ber bi wî de hat. [177 aydogan_res] Sêniya ser serê xwe daxist û li ber wî sekinî. [178 aydogan_res] Robîn li wê sêniya ko çend heb mîdye tê de bûn niherî, destê xwe dirêjî wî kir û got: [directspeech aydogan_res] Hela ka agirê xwe, lo. [179 aydogan_res] Lêwik, beyî ko bala xwe bide wî, çixareya xwe ji devê xwe derixist û dayê. [180 aydogan_res] Robîn berê li çixareya ko di destê lêwik î gemarî de bû, niherî. [181 aydogan_res] Zikê wî bi lêwik şewitî. [182 aydogan_res] Bi dû re jî rahiştê û çixareya xwe pêxist. [183 aydogan_res] Hilmeke dirêj kişand heta nava dilê xwe û bi kêfxweşiyekê li dixana wê niherî. [184 aydogan_res] Piştî ko çixareya lêwik dayê, pê re mizicî û jê pirsî: [185 aydogan_res] Tu ji kû yî, lo? [186 aydogan_res] Lêwik ziq li çavên wî niherî û bi serbilindiyekê got: [187 aydogan_res] Ez ji Nisêbînê me. [188 aydogan_res] Kenekî tenik li ruyê Robîn belav bû, pê re jî gunehê wî bi lêwik hat. [189 aydogan_res] Lê, nehişt ko lawik vê yekê fahm bike. [190 aydogan_res] Hilmek ji çixareya xwe kişand. [191 aydogan_res] Vê carê bi kurmancî pirsî: [192 aydogan_res] Tu bi kurmancî dizanî, ne weha? [193 aydogan_res] Lêwik serê xwe hebekî din rakir û xwe nepixand: [194 aydogan_res] Erê, weh! [195 aydogan_res] Robîn destê xwe di serê wî de da, keniya û got: [196 aydogan_res] Tu çavê min î, lo… [197 aydogan_res] Lawik jî di ber xwe de keniya û bêtir pesinî. [198 aydogan_res] Lê, ket ber fediyê jî. [199 aydogan_res] Ruyê wî sorbû. [200 aydogan_res] Gava Robîn li vê rewşa wî hay bû, ji bo ko wî zêde nexe ber fediyê, destê xwe li pişta wî xist û bi ken got: [directspeech aydogan_res] De biçe, oxir be ji te re. [201 aydogan_res] Lêwik çixareya xwe dîsa xist devê xwe, sêniya xwe danî ser serê xwe û meşiya. [202 aydogan_res] Robîn hilmeke din jî li çixareya xwe xist û bîstikekê di pey wî re niherî. [203 aydogan_res] Li malbata lêwik fikirî. [204 aydogan_res] Dê û bavê wî ko nas nedikirin anîn ber çavên xwe. [205 aydogan_res] Serê xwe bi kerb kil kir. [206 aydogan_res] Bi dû re dîsa berê xwe da rêya xwe û çû. [207 aydogan_res] Dengên li doraliyê, aramiyeke bêsînor bera nav dilê wî yê aciz dida. [208 aydogan_res] Bayê hênik, di wê êvara havînê de, nedihişt ko mirov ji germê of bibe. [209 aydogan_res] Dengê pêlên ko dihatin, mîna ko bixwazin xurtbûna avê nîşanî der û dorê bidin, bi şerpîniyeke xurt li zinarên jêra peravê diketin û peşkên wan heta bi pênc-şeş mitroyan bilind dibûn. [210 aydogan_res] Pêlan di nav wê reşahiyê de dibiriqand û dikir ko çavên mirov ji deryayê bitirsin. [211 aydogan_res] Mirov digot qey tiştin esrarengîz di binê vê deryayê de hebûn. [212 aydogan_res] Gava roj diçû ava û tarî diket erdê, xusûsiyeteke tirsandinê dida behrê. [213 aydogan_res] Dibe ko behr ji vêya diêşiya jî; dibe ko ji ber wê ye ko êvaran har dibû û pêlên xwe bi şerpîniyên dijwar li zinarên peravê dixistin. [214 aydogan_res] Û belkî ew tirsa ko li dora xwe belav dikir jî ji ber wê bû. [215 aydogan_res] Robîn, dûrî van bîr û baweriyan, diponijî û bi gavên giran, beyî xwe dimeşiya. [216 aydogan_res] Ji nişka ve, bi dengê kenê pîrekekê li dû xwe zivirî. [217 aydogan_res] Dengê wî kenê hanê, bi carekê hatibû bihîstin û li der û dorê belav bûbû. [218 aydogan_res] Wî dengî, wî kenê ji dil ko mirov digot qey hatiye diqdiqandin, heyecanek xist dilê wî. [219 aydogan_res] Li şûna xwe lê heyirî û ma. [220 aydogan_res] Deng ji deverin dûr hatibûyê. [221 aydogan_res] Xwediya vî dengî, mîna ko xwe di paş dîwarekî de veşartibû û ji ber ko wê jî bi xwe dizanîbû, bê ew ê bikaribe tesîreke çawa li ser yê ko dengê wê dibihîse bihêle, an ew ê bikaribe çi bîne serê wî kesî, ji qazî weha dikir. [222 aydogan_res] Mîna ko dixwast encama biserketina xwe bibîne, hereket dikir. [223 aydogan_res] Belkî dîtina vî tiştî heyecan jî dixist dilê wê. [224 aydogan_res] Di kenê wê de, hebekî dek jî hebû. [225 aydogan_res] Lê, ji ber ko bi carekê hatibû bihîstin û qut bûbû, Robîn li vêya hay nebûbû. [226 aydogan_res] Çavên xwe bi awayekî ecêbmayî, mîna serxweşekî li dora xwe digerandin. [227 aydogan_res] Kes xuya nedibû. [228 aydogan_res] Di ber xwe de got; »belkî xewn be jî,« û dîsa di rêya xwe de meşiya. [229 aydogan_res] Lê vê carê, ne weke cara din di nav ramanin kûr de û ji ber xwe ve. [230 aydogan_res] Ji ber ko vê carê, bi hêviya ko dîsa wî dengî bibihîse, carê guhên xwe bel dikirin û guhdarî dikir. [231 aydogan_res] Lê, ji dengê bayê ko dar bi vir de û wê de dihejandin û dengê şerpîniyên pêlan pê ve, tu dengê din tune bû. [232 aydogan_res] Ji wî pê ve, kesekî din jî nexuyabû. [233 aydogan_res] Bi tena serê xwe bû. [234 aydogan_res] Mejiyê wî, mîna ko ji hemû ramanên din hatibe şuştin vala bû. [235 aydogan_res] Ji derveyî dengê wî kenî, di hişê wî de, tiştek nemabû. [236 aydogan_res] Ew deng, hey ruyek jî bi xwe re dianî bîra wî. [237 aydogan_res] Lê wî ew rû nedişiband yê tu kesan. [238 aydogan_res] Pîrekeke esmer a xweşik û lihevhatî, dengnermeke çavmelûl, zane, bixebawer û esrarengîz... Ne mimkun bû ko Robîn aşiqî pîrekeke weha nebûya. [239 aydogan_res] Di nav wê fikra îhtîmala xewnbûna wî kenî de vegevizî. [240 aydogan_res] Gelo kesî din jî ew deng bihîstibû an bi rastî jî xewn bû? [241 aydogan_res] Bi çavên şermokî hêdîka li dora xwe niherî, kes tune bû. [242 aydogan_res] Dilê wî hebekî rehet bûbû, bes hê jî li rewşa xwe diheyirî û tu mahne nedida wê. [243 aydogan_res] Ji wê rewşa xwe fahm kir ko nema dikare li hember tenêtî û bêpîrekiyê bisekine. [244 aydogan_res] Mîna ko bi taya evîneke platonîk ketibe, dilê wî bi wî şewitî û di ber re jî îmana wî ji wî çû. [245 aydogan_res] Bi awayekî dilşikestî, di nav hestên tevlihev de, carê bi hêviya ko xwediya wî dengî bibîne li dû xwe jî diniherî û ji peravê bi dûr ket. [246 aydogan_res] »Min navê xwe kola li bircên Diyarbekirê...«, Rojen Barnas [247 aydogan_res] Şev nîvê şevê gihîşt malê. [248 aydogan_res] Mala wan li taxeke Nuhavabûyî bû. [249 aydogan_res] Herçî tax bû, ji sîteyan pêk dihat û dûrî navenda bajêr û sûkên wê bû. [250 aydogan_res] Ji bo ko mirov xwe ji navenda bajêr bigihanda wê taxê, diviyabû ko du mekîne biguhertana. [251 aydogan_res] Di nav kolanin nîvtarî re derbas bû û hat ber sîteya ko mala wan tê de bû. [252 aydogan_res] Li gora sîteyên der û dorê, ev sîte, sîteyeke piçûk bû. [253 aydogan_res] Ji heyş biloqên apartmanên şeşqatî pêk dihat. [254 aydogan_res] Hewşa wê, ne gelekî mezin û fireh bû. [255 aydogan_res] Di hindurê wê de, ji bo zarokan du hêlan hebûn û ji bo ko xwe tê de biçerixînin jî tuneleke naylonî hatibû çêkirin. [256 aydogan_res] Ji bilî heyşt deriyên li hember devê apartmanan ko li riyê diniherin, deriyekî wê yê mezin jî hebû. [257 aydogan_res] Ji ber ko piştî saet dehan hemû deriyê din dihatin girtin, mirov diviyabû di wî deriyê hewşê yî mezin re derbas bibûya. [258 aydogan_res] Gava Robîn di derî re derbas bû, ji qazî lingê xwe li derî xist û deng jê derxist. [259 aydogan_res] Bi dengê lingên wî re, nobedarê kal yê ko hertim di xew de bû, serê xwe di pencereya qulûbeya xwe re dirêj kir û li aliyê derî niherî. [260 aydogan_res] Herçî nobedarê kal bû, bi roj şiveke dirêj, bi şev jî çifteyeke kevin di dest de bû û ji zarokan pê ve jî tu kes ji wî neditirsiya. [261 aydogan_res] Êvaran, piştî ko derî kilît dikirin û xelk diketin malên xwe, ew jî diket qulûbeya piçûk a li ber deriyê mezin û vediket. [262 aydogan_res] Ji ber ko Robîn bi vî tebîetê wî dizanîbû, her ko van saetan di deriyê mezin re derbas bibûya, ji bo ew ji xewa wî şiyar bikiraya, wî dê ji qazî, lingê xwe li qutîk û tenekeyên li der û dorê bixista û deng mengin derxistana. [263 aydogan_res] Gava serê mêrik li ber camê xuya bû, Robîn ew dît, lê weke ko hercar dikir, dîsa silav nedayê û weke ko hayê wî jê çênebûbe meşiya û ket hewşê. [264 aydogan_res] Nobedarê kal, dîsa weke hercar serê xwe bi hêrs hejand û xeber jê re dan. [265 aydogan_res] Lempeyên malan, ji derveyî du-sê heban, giş vemirîbûn. [266 aydogan_res] Çend lempeyên ko bi tenê dikarîbû dora xwe rohnî bikin, wêneyê derengbûna şevê temam dikir. [267 aydogan_res] Zilamekî ji navê û ber bi jor de tazî û serrût li balqona xwe rûniştibû û çixareya xwe sor dikir. [268 aydogan_res] Gava asansor li qatê sisiyan sekinî û Robîn deriyê wê bi dehfekê vekir û hat ber deriyê mala xwe, ewilî çav li ronahiya ko di bin derî re xuya dibû ket. [269 aydogan_res] Lempeya wan jî vêketî bû. [270 aydogan_res] Li wê îhtimalê fikirî ko yên malê ketibin meraqa wî û li benda wî mabin. [271 aydogan_res] Ji xwe re li bersivan geriya, hin bersiv peyda kirin. [272 aydogan_res] Bi dû re bi gazinî ji xwe re got: [directspeech aydogan_res] Dev jê berde, lo! [273 aydogan_res] Kilît ji bêrîka xwe derxist û derî vekir. [274 aydogan_res] Bi dengê derî re, deng ji tembûra hindur jî biliya. [275 aydogan_res] Robîn bi dengê tembûrê re veciniqî û serê xwe rakir. [276 aydogan_res] Wê gavê têgihîşt ko ew roj roja şemiyê bû û Bedirxanê hevalê birayê wî dîsa hatibû ba wan. [277 aydogan_res] Hêwan tije bû. [278 aydogan_res] Hemû kesên malê hê şiyar bûn û şevbihêrka wan xweş digeriya. [279 aydogan_res] Robîn bi ken ket hindur û silav da. [280 aydogan_res] Ew û Bedirxan çûn ruyê hevdu û rûniştin. [281 aydogan_res] Bedirxên tembûra di destê xwe de danî kêleka xwe. [282 aydogan_res] Herduyan jî li halên hevdu pirsî û bi dû re ketin nav sohbetê. [283 aydogan_res] Hêwana wan mezin bû. [284 aydogan_res] Mêvan li ser dîwanê rûniştibû. [285 aydogan_res] Li ber wî sehpeyek hebû. [286 aydogan_res] Li ser sehpeyê jî xwelîdankeke cam û pakêta çixareyê hebû. [287 aydogan_res] Li kêleka Bedirxên, bavê Robîn, Resûl Begê heftêsalî rûniştibû. [288 aydogan_res] Birayê Robîn î mezin, Mîtanî jî li qenepeya kêleka wan ya dirêj, li cem jina xwe û xweha xwe rûniştibû. [289 aydogan_res] Diya wan weke hercar li erdê, li ser balgîfekê rûniştibû û destekî xwe danîbû erdê û yê din jî danîbû ser çonga xwe. [290 aydogan_res] Lawikê malê yê piçûk Serdar û xweha wî ya ji wî piçûktir Meryem, li erdê li kêleka diya xwe rûniştibûn. [291 aydogan_res] Robîn jî xwe dabû kêleka Meryemê û ew xistibû bin çengê xwe. [292 aydogan_res] Bedirxan dostekî malbata wan bû. [293 aydogan_res] Wan piştî hatina vî bajarê mezin hevdu nas kiribû. [294 aydogan_res] Ji xwe, zû bi zû xwe li kesî nedigirt û ji ber vê yekê jî hejmara dostên wan ên mîna Bedirxên, ne ewqasî zêde bû. [295 aydogan_res] Yên ko hebûn jî bi piranî ew kes bûn ko mîna wan mecbûr mabûn ji welêt derkevin. [296 aydogan_res] Herçî yên mîna wan bûn, li vî bajarî, mîna kesên ko ji ber mirinê xelas bûne xwe li hev digirt. [297 aydogan_res] Ji xwe rewşa wan jî ne ji wê rewşê cida bû. [298 aydogan_res] Dîsa jî wan baweriya xwe bi herkesî nedianî. [299 aydogan_res] Bedirxan zilamekî zeîf û dirêj bû. [300 aydogan_res] Simbêlên wî yê sor û ruyê wî yê boz, pir li hevdu dikir. [301 aydogan_res] Ji ber ko porê wî ji pêşiyê piçekî weşiyabû, eniya wî fireh bûbû. [302 aydogan_res] Çavin wî yên gir û şîn hebûn ko mirov dikirin heyranê xwe. [303 aydogan_res] Gava dikeniya, çavên wî wenda dibûn û diranên wî yên ji çixareyê nîvzerbûyî di bin simbêlên sor re xuya dibûn. [304 aydogan_res] Pir xweş li tembûrê dixist. [305 aydogan_res] Gava wî radihişt tembûrê, deng ji yên li dora wî gişan dibiliya. [306 aydogan_res] Zilamekî têgihiştî û xweşsohbet bû. [307 aydogan_res] Carinan, welê dihat şevbihêrka wan û şevder li cem wan dima. [308 aydogan_res] Robîn di nav kesên din yên ko diçûn û dihatin mala wan de, cihekî taybetî dida Bedirxên. [309 aydogan_res] Gava wan hevdu didît, li ser derdên xwe dipeyivîn û li tembûra wî guhdarî dikir, hêviyên dilê Robîn geş dibûn. [310 aydogan_res] Ji ber wê, kêfa wî hatibû cih û ew hestên tevlihev û bêmahne yên li peravê pê re peyda bûbûn, giş ji bîr kiribûn. [311 aydogan_res] Niha, ji bo şevekê bûya jî derdên hesretê û xerîbiyê dê xwe bidaya alî. [312 aydogan_res] Bedirxan û dengê wî… Dîsa rahiştibû tembûrê û li nava dilê hemû evînên nîvcomayî dixist. [313 aydogan_res] Robîn carinan ji xwe re digot: [directspeech aydogan_res] Mirov hema ji mehê carekê be jî li wî û tembûra wî guhdarî bike, bes e. [314 aydogan_res] Wê gavê, ne derd dimîne û ne jî kul. [315 aydogan_res] Bedirxan piştî ko qedeha çayê ya di destê xwe de danî ser sehpeyê, bi Robîn re bişirî û dest bi stranekê kir. [316 aydogan_res] Wî jî êdî dizanîbû ko Robîn ji dengê wî û ji stranên wî hez dike. [317 aydogan_res] Bivê nevê jî yên li ser Diyarbekirê… [318 aydogan_res] Kenekî tenik li devê wî peyda bû û ruyê wî bi nazdarî neqişand. [319 aydogan_res] Robin carê serê xwe bi ken ji wî re dihejand û hevaltiya dengê wî dikir. [320 aydogan_res] Piştî çayê, fêkî hat xwarin û piştî fêkî jî dîsa di pey bêdengîyeke kurt re dengê tembûrê bilind bû. [321 aydogan_res] Bedirxên ji wan re lê dixist, gişan bi hev re digot. [322 aydogan_res] Radibûn direqisîn, kulên dilê xwe derman dikirin. [323 aydogan_res] Herçî Robîn e, gava li ber tembûra Bedirxên direqisî, te digot qey tê guhertin û dibe yekî din. [324 aydogan_res] Carnan gava li vê rewşê hay dibû, ew jî bi xwe şaş dibû. [325 aydogan_res] Heta ko Bedirxên strana xwe temam kir, gişan xwê dabû. [326 aydogan_res] Westiyabûn. [327 aydogan_res] Rûniştin. [328 aydogan_res] Wan demeke din jî li kilamên Bedirxên guhdar kir. [329 aydogan_res] Gava xwêdana canê wan zuha bû jî canên gişan giran bûbûn û vê yekê xwe di çavên wan re dida der. [330 aydogan_res] Çavên gişan sist bûbûn. [331 aydogan_res] Êdî xewê zora wan dibir. [332 aydogan_res] Yên çûn raketin, yên di şûna xwe de çavên wan diçûn ser hev… Civat hêdî hêdî belav bû. [333 aydogan_res] Bedirxan, Robîn û Mîtanî jî di nav wê bêdengiya êvarê de man. [334 aydogan_res] Piştî kêf û şahiyê, cihên xwe xweş kirin û ketin nav sohbetê. [335 aydogan_res] Piştî ko Bedirxan û Mîtanî jî çûn raketin, li hêwanê Robîn bi tenê mabû. [336 aydogan_res] Lempeya hêwanê vemirand û derket, li balqonê rûnişt. [337 aydogan_res] Çixareyek pêxist, bêhneke dirêj lê xist û sekinî. [338 aydogan_res] Westiyabû. [339 aydogan_res] Çavên xwe di cihekî de cit kiribûn, lê ne ji bo ko li tiştekî binere. [340 aydogan_res] Di wî cihî de, xwe bera dinyayeke din dida û gelek tişt didîtin. [341 aydogan_res] Dinyayeke din, dîmenên ko ji demeke kevin di bîra wî de mabûn û niha yek bi yek dihatin ber çavên wî… [342 aydogan_res] Nûşîn di himbêza wî de bû. [343 aydogan_res] Serê xwe danîbû ser sînga wî. [344 aydogan_res] Robîn ji aliyekî ve bi wê re dipeyivî, ji aliyekî ve jî tiliyên xwe di nav porê wê de di-gerandin. [345 aydogan_res] Pişt re, destê xwe ber bi situyê wê de bir û bi tevgerên giran derket jorê. [346 aydogan_res] Destê xwe hêdî hêdî di ruyê wê de da û li lêvên wê geriya. [347 aydogan_res] Tiliyên xwe li ser lêvên teze û nermik gerandin. [348 aydogan_res] Herdu jî ji heyecanê dilerizîn. [349 aydogan_res] Lê Robîn bêhtir ji ser hişê xwe ve çûbû. [350 aydogan_res] Nûşînê bi destê wî girt, ber bi devê xwe de bir û ramûsand. [351 aydogan_res] Hinavên Robîn mîna ko ketibin nav qeşayê, lerizîn. [352 aydogan_res] Nûşînê mijangên xwe ber bi jorê ve rakirin û di bin mijangên dirêj re, li çavên wî niherî. [353 aydogan_res] Gava li çavên hev diniherî, lerzîna canê wê xurttir dibû. [354 aydogan_res] Çavên wê yên reş û girs xwe bi temamî bi destê heyecana dilê wê ve berdabû. [355 aydogan_res] Dûmana agirekî xurt ji wan difûriya. [356 aydogan_res] Lêvên wê hê jî diricifîn. [357 aydogan_res] Nikarîbû bipeyiviya. [358 aydogan_res] Mirov digot qey ji sermayê diqefile û li cihekî ko xwe lê germ bike, digere. [359 aydogan_res] Robîn destê xwe dîsa avêt ruyê wê û ew hêdîka ber bi xwe ve kişand. [360 aydogan_res] Serê xwe ber bi wê de bir û lêvên xwe dan ser yên wê. [361 aydogan_res] Lêvên hevdu mêtin û her mêtin. [362 aydogan_res] Ji hev têr nedibûn. [363 aydogan_res] Wan hevdu bi awayekî weha maçî dikir ko mirov digot qey hindik maye hevdu bixwin. [364 aydogan_res] Bi dû re jî wan destên xwe li nava hev gerandin û hevdu himbêz kir. [365 aydogan_res] Robîn ji aliyekî ve ew dimêt û ji aliyê din ve jî destê xwe ber bi paxila wê ve dibir. [366 aydogan_res] Gava paxila wê vekir, herdu cotên memikên girover ên belbûyî û sincirî derketin ortê û hişê mabû jî bi xwe re bir. [367 aydogan_res] Robîn jî êdî nema dizanîbû bê çi dikir. [368 aydogan_res] Serê xwe xist nav pêsîran û bêhna canê wê kişand heta nava dilê xwe. [369 aydogan_res] Pêlên heyecana ko bi daxwazeke bêsînor û bêrîkirineke xurt a nedîtî û hezkirina du dilên pak û mişt evîn her ko diçû, bilindtir dibûn û ew bi yekcarî dabûn ber xwe. [370 aydogan_res] … Nûşîn, ax Nûşîn. [371 aydogan_res] Delaliya min... Tu li kû yî?… [372 aydogan_res] Serê wî mîna pelekî darên payizê hêdîka ket aliyekî milên wî. [373 aydogan_res] Çavên wî çûn ser hev û carekê jî di xwe re nedît ko xwe bide ser hev û rabe ser xwe. [374 aydogan_res] Laşê wî bi temamî sist bûbû. [375 aydogan_res] Destên wî, enîşkên wî, milên wî, çong, ling û çîpên wî… Robîn bi temamî mest bûbû. [376 aydogan_res] Mîna yekî ko serê xwe danîbe ser sînga hezkiriya xwe. [377 aydogan_res] Mîna mirîdekî ko di terîqetê de bi dizbê ketibe. [378 aydogan_res] Mîna serxweşekî ko heta sibehê araqa safî vexwaribe û di cihê xwe de di xewê re çûbe. [379 aydogan_res] Mîna eroînmanekî ko hê nû eroîn kişandibe. [380 aydogan_res] Wî jî şeraba evînê bi ser xwe de dakiribû û di cihê xwe de mest bûbû. [381 aydogan_res] Niha ji ser hişê xwe çûbû û di nav evînê de vedigevizî. [382 aydogan_res] Wî digot qey, ne xwîn, lê tiştekî din di damarên wî de digeriya û ew bi temamî hogirî xwe dikir û dihişt. [383 aydogan_res] Vê yekê, Robîn ewqasî bi xwe ve girê dida ko êdî wî xwe tam mîna hêsîrekî didît [384 aydogan_res] Herkes di xeweke şêrîn de bû. [385 aydogan_res] Robîn li balqonê, li ser kursiyeke piçûk rûniştibû û pişta xwe dabû dîwêr. [386 aydogan_res] Serê wî bi zorê li ser laşê wî disekinî. [387 aydogan_res] Destekî wî li ser çonga wî bû, yê din jî ketibû kêleka wî. [388 aydogan_res] Çavên wî jî westiyabûn û carê ji ber xwe ve dihatin girtin. [389 aydogan_res] Gava vedibûn jî di wê tariyê de dibiriqîn. [390 aydogan_res] Hê nû çavên wî çûbûn ser hev, bi dengê azana sibehê bi xwe hisiya. [391 aydogan_res] Berê dengê melayekî ji devereke dûr hat. [392 aydogan_res] Dengekî xweş, dengekî bi şevê re lihevkirî… Piştî wê xewnê, dengê vî meleyî bi Robîn xweş hatibû û aramiyek bera dilê wî dabû. [393 aydogan_res] Deng her ko çû pirtir bûn. [394 aydogan_res] Melayekî din jî dest bi azanê kir. [395 aydogan_res] Bi dû re dengên hemû melayên mizgeftên der û dorê mîna koroyekê tev li hev bûn. [396 aydogan_res] Yekî xelas dikir, yekî din dest pê dikir. [397 aydogan_res] Mirov digot qey di ber hevdu de dibetilîn. [398 aydogan_res] Piştî ko azan qediya, Robîn guhê xwe da dengên lingên du zilamên ko ber bi riyê ve dimeşiyan. [399 aydogan_res] Bi dû re mekineyekê ji dûranê kir giregir. [400 aydogan_res] Li apartmanên der û dorê, lempeyên çend malan vêketin. [401 aydogan_res] Ji xaniyê jora wan, dengê giriyê zarokan dihat. [402 aydogan_res] Ji nav wê reşahiya şeva ko haziriya çûnê dikir, bîhna rojeke nû difûriya. [403 aydogan_res] Robîn hilma xwe berada û rabû ket hindur. [404 aydogan_res] Çû odekê û xwe li ser nivînên ko ji bo wî, li kêleka yên Bedirxên, hatibûn danîn dirêj kir. [405 aydogan_res] Janekê xwe li serê wî girtibû. [406 aydogan_res] Çavên wî bêtir sist bûbûn. [407 aydogan_res] Çer ko serê xwe danî, di xewê re çû. [408 aydogan_res] Di nava valahiyeke tarî de bû. [409 aydogan_res] Heta ko ji destê wî dihat, çavên xwe vedikirin û li dora xwe digerandin da ko têbigihêje bê li kû bû. [410 aydogan_res] Ji tariyê pê ve, tu tişt nexuya bû. [411 aydogan_res] Bêhna wî teng bû. [412 aydogan_res] Dizanîbû ko di xewnekê de bû û xwast ko ji wê xewnê şiyar bibe. [413 aydogan_res] Lê, kir û nekir nikarîbû. [414 aydogan_res] Destên xwe li dora xwe dipelandin. [415 aydogan_res] Destên wî di valahiyê de diçûn û dihatin. [416 aydogan_res] Wî xwast gava xwe biavêje, lê belê lingên wî ji cihên xwe nediliviyan. [417 aydogan_res] Dîsa li dora xwe niherî. [418 aydogan_res] Her dever tarî bû. [419 aydogan_res] Ji dûranê, hin tişt ber bi çavên wî ketin ko di tariyê de diçûrisîn û ronahiyeke gelekî qels didan dora xwe. [420 aydogan_res] Hê Robîn li wê ronahiya qels diniherî, gomeyekî ecêb ko agir jê dibariya bi ser wî de hat û di ber serê wî re derbas bû. [421 aydogan_res] Xwe bi zorê ji ber da alî. [422 aydogan_res] Hema hindik mabû ko ew gome li serê wî biketa û ew perçe perçe bikira. [423 aydogan_res] Ji tirsan, dilê wî dikir gupegup. [424 aydogan_res] Sînga wî bi lez radibû û dadiket. [425 aydogan_res] Robîn fikirî ko ew li fezayê be. [426 aydogan_res] Piştî ko feza anî bîra xwe, tiştên ko di nav tariyê de veşartî bûn, hêdî hêdî kifş bûn. [427 aydogan_res] Bi dû re têgihişt ko ew tiştên bîstika din diçûrisîn, stêrk bûn. [428 aydogan_res] Serê xwe rakir û li dora xwe niherî. [429 aydogan_res] Çend stêrk di nav wê reşahiyê de, li vî alî û wî alî belav bûbûn. [430 aydogan_res] Çawa hatibû vira? [431 aydogan_res] Ew ê çawa vegeriya malê? [432 aydogan_res] Dê û bavê wî hatin bîra wî. [433 aydogan_res] Gelo wî dê ew dîsa bidîtana? [434 aydogan_res] Le yên din? [435 aydogan_res] Xwişk û birayên wî? [436 aydogan_res] Hevalên wî? [437 aydogan_res] Ma gelo wî dê bikarîbûya xwe ji vira xelas bikira? [438 aydogan_res] Ma qey miribû? [439 aydogan_res] Ma qey mirî giş dihatin vira? [440 aydogan_res] An jî bi tenê yên ko baweriya xwe bi Xwedê nedianîn dihatin vira? [441 aydogan_res] Ev pirsên ko tirs dixist dilê wî, di serê wî de diçûn û dihatin. [442 aydogan_res] Robîn tu bersiv ji wan re peyda nedikir. [443 aydogan_res] Hê li pirsên bêbersiv difikirî ko ji cihekî nediyar dengê azanekê hatê. [444 aydogan_res] Veciniqî. [445 aydogan_res] Hey li dora xwe diniherî. [446 aydogan_res] Nizanîbû, bê dengê vê azanê ji kû dihat. [447 aydogan_res] Êdî baweriya xwe baş bi wê anîbû ko hatibû dinyaya din. [448 aydogan_res] Li xêr û gunehên xwe fikirî. [449 aydogan_res] Bihuşt û dojeh anîn bîra xwe. [450 aydogan_res] Ka gelo kîjan ji wan cihê wî bû? [451 aydogan_res] Ji navê dojehê tirsiya. [452 aydogan_res] Qêrînek bi dilê wî ket; lê, hê xwe negihandibû devê wî, ji nav wan stêrkên ko diçûrisîn yek ber bi wî ve hat. [453 aydogan_res] Gava li vî tiştî hay bû, di cihê xwe de mat ma. [454 aydogan_res] Çavên wî bi tirs vebûn. [455 aydogan_res] Stêrk hat û li ber wî sekinî. [456 aydogan_res] Hey li dora xwe dizivirî û diçûrisî. [457 aydogan_res] Robîn destê xwe hebekî jî bi tirs dirêjî wê kir. [458 aydogan_res] Gava destê wî gihaşt stêrkê, stêrk ji nişka ve bi paş de vekişiya û mezin bû. [459 aydogan_res] Her ko mezin bû, xweşiktir bû. [460 aydogan_res] Her ko xweşiktir bû, bala Robîn bêtir kişand ser xwe. [461 aydogan_res] Meraqa Robîn bêtir bû. [462 aydogan_res] Ev çi bû? [463 aydogan_res] Ji nişka ve perdeyeke reş hat û xwe li çavên Robîn pêça. [464 aydogan_res] Robîn bi destê xwe, ew perdeya reş ji ser çavên xwe da alî. [465 aydogan_res] Perdeya reş bû kevokeke spî û bi firê ket. [466 aydogan_res] Çû xwe li bin guhê stêrka mezin xist. [467 aydogan_res] Bi lihevketina stêrkê û kevokê re, li doraliyê dengê bayekî xurt belav bû. [468 aydogan_res] Stêrk bi carekê bû ewrekî ji berfê. [469 aydogan_res] Dengê azanê jî hêdî hêdî kêm bû. [470 aydogan_res] Kevoka ko xwe li stêrkê xist û ew guhert, çû û xwe li ser wê danî. [471 aydogan_res] Kevok jî hêdî hêdî hat guhertin. [472 aydogan_res] Kevok mezin bû, mezin bû û bû zilamek. [473 aydogan_res] Lê belê, ka ruyê vî zilamî? [474 aydogan_res] Mijê xwe li ruyê zilêm girtibû. [475 aydogan_res] Robîn destê xwe hejand û mij belav bû. [476 aydogan_res] Robîn mîna ko mirov kûzeke ava sar bi ser wî de dake, di şûna xwe de mat ma. [477 aydogan_res] Ew zilamê ko ruyê wî zelal dibû, her ko diçû dişibiya birayê wî. [478 aydogan_res] Aha, bejna wî ya dirêj. [479 aydogan_res] Aha, simbêlên wî yên reş î gir ko lêva jorê heta ya jêrê dinixumand. [480 aydogan_res] Aha, ew ruyê spî û gurover î xweşik. [481 aydogan_res] Aha, ew temberiya wî ya ji kêlekê ve hatibû vekirin. [482 aydogan_res] Aha, ew çavên wî yên reş. [483 aydogan_res] Aha, ew kenê wî yê bêhempa. [484 aydogan_res] Belê, belê ew bû. [485 aydogan_res] Dengê Robîn ji xweber derket: [directspeech aydogan_res] Seydo! [486 aydogan_res] Yê hember wî, serê xwe bi kêf bi kêlekê ve xwar kir û bişirî. [487 aydogan_res] Robîn kincên li wî bûn, nas kirin. [488 aydogan_res] Wî cara dawîn, ew di nava wan kincan de dîtibû. [489 aydogan_res] Qutikekî pîqut î spî û şalekî reş. [490 aydogan_res] Ruyê wî jî hê mîna berê dibiriqand. [directspeech aydogan_res] Robîn! [491 aydogan_res] Çavên Robîn melûl diniherî. [492 aydogan_res] Mat bûbû. [493 aydogan_res] Heyirîbû. [494 aydogan_res] Herdu destên wî ketibûn jêrê. [495 aydogan_res] Situyê wî xwar bûbû. [496 aydogan_res] Hemû hezkirina wî ya li hember Seydo, xwe di çavên wî re dida der. [497 aydogan_res] Çavên tije bûn. [498 aydogan_res] Xwe negirt; hêsirên germ hêdîka xwe bera xwarê da û herikîn. [499 aydogan_res] Dengê wî yê lerzokî bû axîneke kûr û di sînga wî re derket jorê: [directspeech aydogan_res] Seydo… Destên xwe yên sistbûyî hêdîka ber bi wî ve dirêj kirin. [500 aydogan_res] Destên wî nedigihîştin Seydo. [501 aydogan_res] Seydo bi destên xwe ve, di nav tariyê de cihek nîşan da û li wî aliyî niherî. [directspeech aydogan_res] Tu wê derê dibînî, Robîn? [502 aydogan_res] Robîn li cihê ko wî nîşan dida niherî, lê ji tariyê pê ve tu tişt nedît. [503 aydogan_res] Çi qasî hewil da jî tiştekî din xuya nebû. [504 aydogan_res] Seydo dîsa li wî cihê ko Robîn dikir û nedikir nikarîbû bidîtaya, niherî û dewam kir: [directspeech aydogan_res] Di nava bexçeyekî fireh re çemekî dirêj û xweşik diherike, Robîn. [505 aydogan_res] Ez herroj heta êvarî, li ber wî çemî me. [506 aydogan_res] Dengê avê û yê çivîkan tev li hev dibe. [507 aydogan_res] Li wira, hertim bayê hênik tê. [508 aydogan_res] Tu kîjan celebê dar, nebat, giha û kulîlkan bixwazî, tu dikarî li wira peyda bikî. [509 aydogan_res] Tu kîjan celebê teyran bixwazî, tu dikarî bibînî. [510 aydogan_res] Çivîk, reşêle, quling, hechecîk, başoke, hudhud… Her celeb xweşî heye, lê ez bi hesreta dengê însanekî me, Robîn. [511 aydogan_res] Serê xwe bi kerb kil kir û bera ber xwe da, dengê wî ji nişka ve hat guhertin: [512 aydogan_res] Ez pir bi tenê me, Robîn... Robîn bi awayekî ku ew ê jî bi dû re lê ecêbmayî bimîne, jê pirsî: [513 aydogan_res] Ma qey tu hevalên te li vira tune ye? [514 aydogan_res] Mîna ku li tiştekî bigere, herdu destên xwe rakirin û sekinî. [515 aydogan_res] Bi dû re hat bîra wî. [directspeech aydogan_res] Mesela, yên ku mîna te hatibin kuştin... [516 aydogan_res] Seydo bêhnekê fikirî. [517 aydogan_res] Keserek kişand û dîsa bi eynî dengê xwe yê bikerb, got: [directspeech aydogan_res] Carinan… [518 aydogan_res] Peyva xwe temam nekir. [519 aydogan_res] Kela girî ket qirikê. [520 aydogan_res] Xweziya xwe bi zorê daqurtand. [521 aydogan_res] Li çavên Robîn niherî û bîstikekê bi vî awayî ma. [522 aydogan_res] Lêva xwe gez kiribû. [523 aydogan_res] Bi dû re, berê xwe guhert û domand. [directspeech aydogan_res] Carinan dengê hin kesan tê min. [524 aydogan_res] Wê gavê, ez bi heyecan radibim û li dora xwe digerim, lê… lê… [525 aydogan_res] Dîsa serê xwe bi kerb hejand û ji bo ku bikaribe bipeyive hebekî hewl da xwe û dewam kir: [directspeech aydogan_res] Lê tu kes nayên, Robîn... [526 aydogan_res] Robîn dengê wî bi zorê bihîst. [527 aydogan_res] Ji ber ku li hember vê rewşa xedar, tu tişt ji destê wî nedihat, bêtir dev li lêva xwe dikir. [528 aydogan_res] Ji hêrsa dikira biteqiya. [529 aydogan_res] Di ber re, hêsirên wî hê jî bi giranî diherikîn. [530 aydogan_res] Herduyan jî serên xwe bera ber xwe dan. [531 aydogan_res] Bi dû re, Seydo serê xwe rakir, ji serî heta binî li wî niherî, dilê wî bi halê wî şewitî. [532 aydogan_res] Got: [directspeech aydogan_res] Ez pir aciz dibim, Robîn. [533 aydogan_res] Çima tu carinan bi ser min de nayî? [534 aydogan_res] Robîn bersiv nedayê. [535 aydogan_res] Serê wî hê di ber wî de bû. [536 aydogan_res] Herdu jî bîstikekê bê deng sekinîn. [537 aydogan_res] Robîn di bin mijangên xwe re ziq li wî diniherî. [538 aydogan_res] Şûna mîrata guleyê nexuya bû. [539 aydogan_res] Serê xwe rakir û bala xwe da eniya wî. [540 aydogan_res] Li şûna guleya mirinê geriya. [541 aydogan_res] Divê li ser çavê wî yê rastê dewsa derbê hebûya. [542 aydogan_res] Ji ber ku wê roja reş, wê roja ku bajarek di şînê de vegevizandibû, guleya xezebê ji xafil de li paş stuyê wî ketibû û di wira re derketibû. [543 aydogan_res] Lê a niha, dewsa wê hatibû girtin. [544 aydogan_res] Seydo dîsa serê xwe rakir û got: [directspeech aydogan_res] Robîn! [545 aydogan_res] Destê xwe dirêjî wî kir. [546 aydogan_res] Dengê bayê bîstika din, xurttir bûbû. [547 aydogan_res] Ewrê ku Seydo li ser bû, her ku diçû bi dûrtir diket. [548 aydogan_res] Tarî dîsa diket navbêra wan. [549 aydogan_res] Xumamê xwe bera ser çavên Robîn dida. [550 aydogan_res] Êdî hema hema bi zorê hevdu didît. [551 aydogan_res] Dengê bayê ku êdî tam xurt bûbû, bi ser yê wî diket. [552 aydogan_res] Seydo ji bo ku dengê xwe bigihîne wî, bang dikir û dipeyivî. [directspeech aydogan_res] Robîn! [553 aydogan_res] Tu çi dikî, bikî û were. [554 aydogan_res] Min bi tenê nehêle. [555 aydogan_res] Dengê Seydo di nava wê tariyê de olan dida û wenda dibû. [556 aydogan_res] Robîn xwast bide dû wî. [557 aydogan_res] Lê lingên wî hê jî nediliviyan. [558 aydogan_res] Destê xwe dipeland, sînga xwe bi pêş de diavêt. [559 aydogan_res] Nedibû. [560 aydogan_res] Kula dilê wî bû qêrîneke xurt û derket: [directspeech aydogan_res] Seydoooo!... Seydo çû û di nava tariyê de wenda bû. [561 aydogan_res] Lê Robîn hê jî bang dikir: [directspeech aydogan_res] Seydoooo!.. Dengên wan hew gihîştin hevdu. [562 aydogan_res] Robîn dev ji hewildanên xwe berda û sekinî. [563 aydogan_res] Giriya. [564 aydogan_res] Bi dengê hêl giriya. [565 aydogan_res] Diqîriya û digiriya. [566 aydogan_res] Qêrîn û giriyê wî agir bi dilan dixist. [567 aydogan_res] Her ku peyva Seydo ya dawiyê dihat bîra wî, orînek pê diket ku sawa wê bi ser wî bi xwe jî diket. [568 aydogan_res] Peyva herî taliyê, mîna kelemekê di dilê wî de rabûbû. [569 aydogan_res] Pir li ber xwe ketibû. [570 aydogan_res] Hey digiriya. [571 aydogan_res] Ji bo sekinandina vî giriyê hanê, tu hewil neda xwe. [572 aydogan_res] Bi dû re kûr kûra wî hêdî hêdî kêm bû. [573 aydogan_res] Deng jê biliya. [574 aydogan_res] Dengê Seydo yê ku jê re digot »were« hey di mejiyê wî de olan dida. [575 aydogan_res] »Mirin ne ji bo yê ku miriye, ji bo yên ku li dû mane felaket e.«, Epicure [576 aydogan_res] Gava çavên xwe vekirin, ji ber girî hê jî niqrîsk vedidan. [577 aydogan_res] Hêrsekê ew dabû ber xwe. [578 aydogan_res] Ruyê Seydo hê li ber çavên wî bû. [579 aydogan_res] Tişt miştên wê xewnê dîsa anîn bîra xwe. [580 aydogan_res] Ew tariya bêsînor, dengê azanê, tirsa wî ya ji Xwedê… Heta, cennet û cehennem jî. [581 aydogan_res] Bi dû re, li wî bexçeyê ku av tê re diherikî, fikirî. [582 aydogan_res] Wê xweşiya ku Seydo ji wî re behs kiribû… Ji vê dinyayê cida, dinyayeke din... [583 aydogan_res] Wî jî nizanîbû, bê çawa dîsa di xew re çûbû. [584 aydogan_res] Bi dengê derî re, çavên xwe vekirin. [585 aydogan_res] Xuya bû, Bedirxan berî wî şiyar bûbû. [586 aydogan_res] Niha derdiket derve. [587 aydogan_res] Bêcemeyê Robîn li xwe kiribû. [588 aydogan_res] Piştî ku ji nav nivînan derketibû, hema milên xwe di qutikê xwe re rakiribûn. [589 aydogan_res] Gava di derî re derdiket, hê jî bişkokên wî digirtin. [590 aydogan_res] Piştî ku ew derket, Robîn jî ji nav nivînên xwe rabû. [591 aydogan_res] Bi dû re, diya wî Leyla Xanimê derî vekir û ket hindur. [592 aydogan_res] Robîn bala xwe da wê. [593 aydogan_res] Leyla Xanim pîrekeke dirêj û qelew bû. [594 aydogan_res] Fîstanekî gewr û gulgulî li wê bû. [595 aydogan_res] Leçekeke spî li serê xwe gerandibû. [596 aydogan_res] Di bin fîstanê wê re, delingekî di rengê fîstên de xuya dibû. [597 aydogan_res] Robîn xwe li xewê danî. [598 aydogan_res] Leyla Xanim çû nivînên Bedirxên pêçan û rakirin. [599 aydogan_res] Robîn jî bêyî ku deng bike, her li wê niherî. [600 aydogan_res] Leyla Xanim derket û çû. [601 aydogan_res] Robîn diya xwe di rojên xerab de nas kiribû. [602 aydogan_res] Dizanîbû, bê ew çi qas xurt e. [603 aydogan_res] Heke ne ji bayê ku di çongên wê de bûya, niha dikarîbû qayiş bi ciwanan re jî bikişanda. [604 aydogan_res] Di zarokatiya wî de, giş li dora xwe dicivandin û ji wan re çîrokên dûdirêj û xweş ku tu carî ne ew, ne jî zarokên wê ji wan aciz dibûn, digotin. [605 aydogan_res] Rojên ku zarokên wê meraq dikir, bê diya wan çawa dikarîbû van çîrokan gişan bibêje û çawa giş dihatin bîra wê, bi kuştina Seydo re bi yekcarî qediyabûn. [606 aydogan_res] Rojek ji rojên herî germ yên havînê bû. [607 aydogan_res] Kuçeya ku mala wan tê de bû, ji serî heta binî bi mirovên ku bi bûyerê hisiyabûn ve hatibû dagirtin. [608 aydogan_res] Wê şevê, ew û hin hevalên xwe, li mala dostekî xwe raketibûn. [609 aydogan_res] Serê sibehê, dengê zîla telefonê hatibû bihîstin. [610 aydogan_res] Mahzûbên xwe beriya herkesî gihandibû ahîzeyê. [611 aydogan_res] Bi dengê telefonê re, Robîn jî ji nav nivînan pengizîbû. [612 aydogan_res] Û gava mahdê mahzûbanê wî bi temamî qulipîbû û ahîze bi zorê dirêjî wî kiribû, ji tirsan bûbû wek sipiya firkandî. [613 aydogan_res] Dengê di telefonê de, yê xwişka wî bû. [614 aydogan_res] Digiriya. [615 aydogan_res] Diqîriya. [616 aydogan_res] Li xwe dixist, dikir haho. [617 aydogan_res] Pepûk pepûka wê bû. [618 aydogan_res] Dengê pepûk û hahoya wê di felekan re derdiket. [directspeech aydogan_res] Pepûk pepûk! [619 aydogan_res] Haho, Robîno! [620 aydogan_res] Mala bavê min şewitî. [621 aydogan_res] Agir bi mala me ket. [622 aydogan_res] Haho, ji bo Xwedê, zû were. [623 aydogan_res] Robînê ku hê xew ji ser çavên xwe neavêtibû û berê wec lê zer bûbû, êdî bi temamî ketibû tev. [624 aydogan_res] Lêvên wî lerizîbû û bi zorê gotibû: [625 aydogan_res] Keçê, te xêr e? [626 aydogan_res] Çi qewimiye? [627 aydogan_res] Gava xwehê gotibû: [628 aydogan_res] Seydo!.. Seydo! [629 aydogan_res] Bi peyva »Seydo« re veciniqîbû. [630 aydogan_res] Beyî hişê xwe peyivîbû. [631 aydogan_res] Tu dibêjî çi keçê? [632 aydogan_res] Çi bi Seydo hatiye? [633 aydogan_res] Heyecan ketibû dilê wî jî. [634 aydogan_res] Tirsa tiştê herî xerab ew hêsîr girtibû. [635 aydogan_res] Hew dizanîbû, bê divê çi bigota. [636 aydogan_res] Gava xwehê gotibû; »Devê min bişikê, Seydo birîndar e«, wî gotibû qey tiştek ji dilê wî qetiyabû. [637 aydogan_res] Ya ku jê ditirsiya qewimîbû. [638 aydogan_res] Dest û lingên wî pê re sist bûbûn. [639 aydogan_res] Devê wî êdî bi zorê geriyabû. [640 aydogan_res] Wecê wî weha zer bûbû, weha zer bûbû ku mirov digot qey xwînê xwe bi temamî ji damaran kişandibû û mirov çil xencer lê bixistana jî piça xwînê jê nedihat. [641 aydogan_res] Wî jî nizanîbû, bê çawa pirsîbû: [642 aydogan_res] Kê berdayê? [643 aydogan_res] Haho! [644 aydogan_res] Em nizanin. [645 aydogan_res] Zû were! [646 aydogan_res] Belkî hûn negihêjin ser jî. [647 aydogan_res] Robîn dê bi dû re têbigihîşta ku çi qasî bilezanda jî ew ê nikarîbûya bigihişta ser Seydo. [648 aydogan_res] Xwişka wî ji bo ku ew zû bihata û devê wê negeriyabû ku di telefonê de bigota »Seydo ji zû ve miriye,« rastî jê veşartibû. [649 aydogan_res] Belkî jî ji bêhişî weha gotibû. [650 aydogan_res] Destê wî li ahîzeyê sist bûbû. [651 aydogan_res] Ew û ahîze bi hevdu re li erdê ketibûn. [652 aydogan_res] Dengê şingîniya ahîzeyê û yê gurmîniya wî tev li hevdu bûbûn. [653 aydogan_res] Gava hişê Robîn hatibû serê wî, dîtibû ku hevalên wî û mahzûbanê wan lewento di-da ber bêvila wî. [654 aydogan_res] Hevalê wî Şêxo bi meraqeke mezin li wî niherîbû. [655 aydogan_res] Geh li mahzûbên niherîbû û geh jî li Robîn niherîbû. [656 aydogan_res] Wî texmîn kiribû ku hey tiştekî xerab qewimîbû, lê çi bû, pê nizanîbû. [657 aydogan_res] Şêxo ji niherînên wî tirsiyabû. [658 aydogan_res] Hew mabû ku ji meraqan ew jî biketa û bimira. [659 aydogan_res] Her pirsîbû: [directspeech aydogan_res] Kî bû, lawo? [660 aydogan_res] Çi qewimiye? [661 aydogan_res] Robîn nizanîbû, bê dê bi çi awayî jê re bigota. [662 aydogan_res] Ji xwe devê wî tev nedigeriya. [663 aydogan_res] Piştî ku bêhna wî hebekî hatibû ber wî, bi zorê gotibû: [directspeech aydogan_res] Mehabad bû. [664 aydogan_res] Şêxoyê ku ew û Robîn bi hev re mezin bûbûn û wek birayê xwe ji wî hez dikir, bêtir ketibû meraqê. [665 aydogan_res] Tirsa wî mezintir bûbû; »Xêr bû, gelo? [666 aydogan_res] Mehabad çima vê şeveqê geriyabû?« Bes ji rewşa wî têgihîştibû ku tiştekî xerab bûye. [667 aydogan_res] Pirsên di hindurê wî de, ji nişka ve ji devê wî derketibûn: [directspeech aydogan_res] Xêr bû? [668 aydogan_res] Digot çi? [669 aydogan_res] Çi qewîmiye? [670 aydogan_res] Pêlekê Robîn dabû ber xwe. [671 aydogan_res] Pêla heyecan û tirsê, pêla bêhêvîtiyê… Wek pelê çilo lerizîbû. [672 aydogan_res] Canê wî sist û giran bûbû. [673 aydogan_res] Nema dikarîbû li tiştekî din bifikiriya. [674 aydogan_res] Herdu destên wî yên sist bûbûn ketibûn ber wî û stuyê wî xwar bûbû. [675 aydogan_res] Devê wî bi dîsa zorê geriyabû û sê gotinên di jahra xemgîniyê de dakirî, bi dengekî lerzokî ji devê wî derketibûn û bûbû kûrkûra wî: [directspeech aydogan_res] Bera Seydo dane... [676 aydogan_res] Şêxo di cihê xwe de sar mabû. [677 aydogan_res] Peyv jê çênebûbû. [678 aydogan_res] Destê xwe dabû ber eniya xwe û beyî ku li xemgîniya ku ji nişka ve xwe li wan girt hay bûbe, hema hêdîka çongên wî sist bûbûn û xwe bi dîwêr girtibû û xwarî erdê bûbû. [679 aydogan_res] Çavên wî ji xwe berê tije bûbûn û hêsirên bêkontrol barandibûn. [680 aydogan_res] Robîn, diranên xwe hişk şidandibûn. [681 aydogan_res] Qet tev neliviyabû. [682 aydogan_res] Mirov digot qey çi qêrînên ku hebûn, di hindurê xwe de dabûn ser hevdu û hindik mabû ku giş di devê xwe de biteqandana. [683 aydogan_res] Ne li ser hişê xwe bû. [684 aydogan_res] Çavên xwe di dîwarê hember de cit kiribûn û sekinîbû. [685 aydogan_res] Şêxo jî ji hal de ketibû û dest bi niqrîska kiribû. [686 aydogan_res] Diviyabû tiştek bikira. [687 aydogan_res] Dilê wî ewqasî êşiyabû ku tu nemabû bisekiniya. [688 aydogan_res] Hevalên wî yên din jî hema di cihê xwe de mîna wan, weke ku di wêneyekî de bin, mat mabûn. [689 aydogan_res] Nema dizanîbû, bê dê çi bikira. [690 aydogan_res] Ger ne ji mahzûbên bûya, kî dizanîbû, bê ev rewşa hanê dê heta kengî dewam kiriba. [691 aydogan_res] Mahzûbanê wan ê ku di quncikekê de mat mabû û li wan temaşe dikir, ji nişka ve lê hay bûbû ku divê bilezanda. [692 aydogan_res] Ji ber vê yekê, bi dengekî biberger ji Robîn û Şêxo re gotibû: [directspeech aydogan_res] Ji bo Xwedê, rabin ser xwe! [693 aydogan_res] Divê em bilezînin. [694 aydogan_res] Wê gavê, giş bi hevdu re rabûbûn, kincên xwe bi lez û bezê li xwe kiribûn, Şêxo ketibû milê Robîn, ew rakiribû ser piyan û bi bazdan berên xwe dabûn taxa mala wan. [695 aydogan_res] Gava di sûkê re derbas bûbûn, xelkê gişî li wan niherîbû. [696 aydogan_res] Heta ku ew ketibûn kuçeya mala Robîn jî wan nexwastibû bawer bikin. [697 aydogan_res] Lê, gava ku çav li wan însanên ku li herdu aliyên kuçeyê rêz bûbûn ketibûn, tirsa wan mezintir bûbû. [698 aydogan_res] Giş bi hevdu re rawestiyabûn û li xulxuleya mirovan niherîbû. [699 aydogan_res] Rewşa qelebalixiyê, Robîn bêtir tirsandibû. [700 aydogan_res] Ji ber vê yekê, di nav qelebalixiyê re, dîsa dest bi bazdanê kiribû. [701 aydogan_res] Hevalên wî jî dabû dû wî. [702 aydogan_res] Mirovên xemgîn ên ku li ber dîwêr rûniştibûn, gava Robîn di ber wan re derbas bûbû, kiribû niçe niç û serên xwe bi kerb bera ber xwe dabûn. [703 aydogan_res] Divê heta ku mirov bi çavên xwe nebîne bawer nake. [704 aydogan_res] Êdî ew jî baş têgihîştibûn ku tiştekî pir xerab hatibû serê mala wan. [705 aydogan_res] Deriyê hewşê vekirî bû, lê yê xênî girtî bû. [706 aydogan_res] Ne tiştekî xerab bûya, ev derî tu carî nedihat girtin. [707 aydogan_res] Robîn bi kulman, li derî xistibû û qêriyabû, da ku hin kes derî lê vekin. [708 aydogan_res] Derî dereng vebûbû. [709 aydogan_res] Niha, nedihat bîra Robîn, lê kesê ku derî li wan vekiribû, ne ji mala wan bû. [710 aydogan_res] Hindurê xênî tarî bû. [711 aydogan_res] Pîrekan her li xwe dix-ist. [712 aydogan_res] Robîn li kesekî jimalê geriyabû. [713 aydogan_res] Li hindurê vî xaniyê ku tê de mezin bûbû, berê xwe şaş kiribû. [714 aydogan_res] Hema berê xwe dabû odeyekê. [715 aydogan_res] Ji wê odeyê jî xwişka wî Mehabad derketibû û çer ku çav li wî ketibû, mîna ku çav li Seydo ketibe, xwe avêtibû stuyê wî û giriyabû. [716 aydogan_res] Lê Robîn hey li cihê Seydo pirsîbû. [717 aydogan_res] Gava Mehabadê cihê ku pîrek li ser digiriyan nîşan dabû, Robîn tavilê berê xwe dabû wira. [718 aydogan_res] Pîrekan xwe ji ber wî dabû alî. [719 aydogan_res] Bi vî awayî xwe gihandibû meytê birayê xwe. [720 aydogan_res] Qeweta Mehabadê têrê nekiribû ku wî zeft bike û rawestîne. [721 aydogan_res] Meytê Seydo li ser textê yanê hatibû dirêjkirin. [722 aydogan_res] Ser wî jî bi betaniyekê hatibû nixumandin. [723 aydogan_res] Pîrekan hey li xwe dixist, diqîriyan û dûrik diavêtin ser wî. [724 aydogan_res] Gava Robîn çav lê ketibû, di nav wê qelebalixiyê de, mîna ku mirov ew dabe cereyanê, lerizîbû û şûşî erdê bûbû. [725 aydogan_res] Çavên xwe li hewşa dawiyê vekiribûn. [726 aydogan_res] Mîtanî û Mehabadê av li serê wî dikir. [727 aydogan_res] Mîtanî hê teva atlêt û bêceme bû. [728 aydogan_res] Ji cerga ku meyt anîbû malê, derfet nedîtibû ku tiştekî li xwe bike. [729 aydogan_res] Ew jî bi dengên silehan beziyabû derve. [730 aydogan_res] Seydo hê nû ji malê derketibû. [731 aydogan_res] Tirs ketibû dilê wî. [732 aydogan_res] Çongên wî sist bûbûn. [733 aydogan_res] Heta ku xwe gihandibû cihê bûyerê, ji meytê birayê xwe pê ve tu tişt nedîtibû. [734 aydogan_res] Yên ku deng bihîstibû, ji malên xwe derketibûn û hatibûn wira. [735 aydogan_res] Hişê Mîtanî ji serê wî çûbû. [736 aydogan_res] Çavên wî hew mabûn ku ji serê wî baz bidana. [737 aydogan_res] Ji xwe, piştî dîtina wî ya Seydo ya di wê rewşê de, heta ku Robîn hatibû jî ne peyivîbû, ne jî giriyabû. [738 aydogan_res] Bi çavên vala her li dora xwe niherîbû. [739 aydogan_res] Niha jî Robîn ketibû şûna wî. [740 aydogan_res] Birayekî wî hatibû kuştin û meytê wî li hindur bû, yê din jî di destê wî de bû û bêhiş ketibû. [741 aydogan_res] Gotibû qey ew ê jî bimire û hindik maye di nav lepên wî de can bide. [742 aydogan_res] Ji ber wê, him av li ser û çavên Robîn kiribû, him jî giriyabû. [743 aydogan_res] Gava Robîn çavên xwe vekiribûn, giriyê Mîtanî hê jî dewam kiribû. [744 aydogan_res] Wan Robîn rakiribû û li ser kursiyekê dabû rûniştandin. [745 aydogan_res] Mîtanî Robîn himbêz kiribû û hêsir bi ser de barandibûn. [746 aydogan_res] Di hewşê de, zilamekî birîh hebû ku li ser tifikê, di sîtilekê de av dikeland. [747 aydogan_res] Heta ku textek li hewşê dananî û bi dû re meytê Seydo li ser venexist jî Robîn û Mîtanî li sedema kelandina wê avê hay nebûbûn. [748 aydogan_res] Zilamên ku meyt anî û li ser text vexist jî li hebûna wan hay nebûbûn. [749 aydogan_res] Gava betanî ji ser meyt rakiribû û laşê wî yê spîboz derketibû ortê, bi qêrîna Robîn, li wan hay bûbûn. [750 aydogan_res] Wan wê gavê, ser meyt bi lez dîsa nixumandibû û ketibûn bin çengên herdu birayan û ew derxistibûn derve. [751 aydogan_res] Qêrînên Robîn yên ku ew ê bibûna sedema ketina dengê wî, dilên hemû kesên li wira bûn, lerizandibûn. [752 aydogan_res] Herdu jî mîna zarokan, belkî jî ji zarokan xerabtir, giriyabûn. [753 aydogan_res] Li ber deriyê hewşê, diya wan Leyla Xanimê porê xwe kişandibû, ruyê xwe bi neynûkan çirandibû, herdu destên xwe ber bi jorê ve rakiribû û qêriyabû. [754 aydogan_res] Herçî Robîn û Mîtanî bû, gava ku çav li wê rewşa diya xwe ketibûn, weke ku şerm kiribûn, serên xwe bera ber xwe dabûn û bi ser hevdu de giriyabûn. [755 aydogan_res] Leyla Xanima ku ruyê wê tije qeremûşk bûbû û ji ber kuştina Seydo ji ser hişê xwe ve çûbû, gava çav li wan ketibû, li wan zivirîbû û qêriyabû: [directspeech aydogan_res] Divê hûn agir bi vî bajarî bixin! [756 aydogan_res] Divê hûn agir bi Diyarbekirê bixin! [757 aydogan_res] Divê hûn heyfa Seydo hilînin! [758 aydogan_res] Hûn ê serên xwe rakin û bibêjin ku em kurê Leyla Xanima diya Seydo ne, em ê agir bi vî bajarî bixin, yan na ez şîrê li we helal nakim! [759 aydogan_res] Hema Seydo miriye, hûn jî bimirin! [760 aydogan_res] Hey digot »haho!« û li xwe dixist. [761 aydogan_res] Mirov digot qey yên ku li hember wê bûn, ne zarokên wê bûn. [762 aydogan_res] Gava bi wan re peyivîbû, hê jî dev ji qeremûşkavêtina ruyê xwe bernedabû. [763 aydogan_res] Porê xwe jî bi hêrs ji kokê rakiribû. [764 aydogan_res] Leyla Xanim di xwînê de mabû. [765 aydogan_res] Xwîna wê û ya Seydo tev li hev bûbû û li kirasê wê belav bûbû. [766 aydogan_res] Xelkê gişî li wê niherîbû. [767 aydogan_res] Dilên wan jî bi wê û zarokên wê şewitîbûn û gelek ji wan di ber xwe de, bi dizî giriyabûn. [768 aydogan_res] Ew roj û ew rewşa diya wî ya wê rojê, dê tu carî ji bîra Robîn derneketa. [769 aydogan_res] Robîn rabû çû ber lawaboyê, da ku ser û çavên xwe bişo. [770 aydogan_res] Di neynikê re li xwe niherî. [771 aydogan_res] Porê wî tev li hev bûbû. [772 aydogan_res] Weke ku ne li xwe binere, lê li yekî xerîb binere, bala xwe baş da wî kesê di neynikê de. [773 aydogan_res] Li çavên wî niherî. [774 aydogan_res] Giriyê wî û psîkolojiya wî ya roja kuştina birayê wî, anî ber çavên xwe. [775 aydogan_res] Bi herdu destên xwe ve, hişk bi lawaboyê girt û diranên xwe pê re şidandin. [776 aydogan_res] Kîna dilê wî dîsa hestên wî li bin guhê hev xistin. [777 aydogan_res] Weke ku ji hinekan xeyidîbe û hêrs bûbe, serê xwe bera jêrê da. [778 aydogan_res] Bîstikekê sekinî. [779 aydogan_res] Kanî vekir, destên xwe dan ber avê. [780 aydogan_res] Hinek av li ruyê xwe kir û şuşt. [781 aydogan_res] Bi dû re, destên xwe dîsa şil kirin û di porê xwe de dan, porê xwe bi paş de rast kir. [782 aydogan_res] Dîsa li neynikê niherî. [783 aydogan_res] Bala xwe da rîha xwe ya sêrokî. [784 aydogan_res] Destê xwe li ser ruyê xwe gerand û bala xwe da çavên kesê di neynikê de li hember wî sekinîbû. [785 aydogan_res] Di çavên wî de, li xwe niherî. [786 aydogan_res] Dilê xwe bi xwe şewitand. [787 aydogan_res] Rahişt destmalê û çû hêwanê. [788 aydogan_res] Ji aliyekî ve jî dest û ruyê xwe zuha dikirin. [789 aydogan_res] Rahişt berçavka xwe û got: [directspeech aydogan_res] Roj baş. [790 aydogan_res] Herkesî li dora sifrê, ji xwe re cihek zeft kiribû. [791 aydogan_res] Ji ber ku roja yekşemê bû, Mîtanî û Mehabad jî îroj neçûbûn kar. [792 aydogan_res] Mêvan jî hebû. [793 aydogan_res] Ji ber wê, ser sifrê qelebalix bû. [794 aydogan_res] Robîn jî hema xwe di cihekî de rakir û rûnişt. [795 aydogan_res] Hê ji tesîra wê xewnê û fikrên ku di pey wê re hatibûn û ew di nav xwe de vegevizandibû xelas nebûbû. [796 aydogan_res] Êdî li kû derê biniheriya, li kê biniheriya, ew roj dihat bîra wî. [797 aydogan_res] Ji ber wê jî hew dikarîbû li nên bifikiriya. [798 aydogan_res] Tiştek nedixwar. [799 aydogan_res] Vê yekê bala yên dora wî jî kişandibû. [800 aydogan_res] Piştî taştê, sifre hat hilanîn û herkes ber bi cihekî ve vekişiya. [801 aydogan_res] Serdar û Meryemê di televîzyonê de li filîmekî temaşe dikir. [802 aydogan_res] Herçî filîm bû, li ser lawikekî deh-duwanzdeh salî û kûçikê wî yê biaqil bû. [803 aydogan_res] Resûl Begê bavê wan jî xwe dabû kêleka wan û bi wan re li filîm temaşe dikir. [804 aydogan_res] Leyla Xanim jî çû fêkî anî û hat li cem yên din rûnişt. [805 aydogan_res] Mehabadê li medbexê firax dişuştin. [806 aydogan_res] Jina Mîtanî jî ketibû odeka xwe, li ber neynika xwe rûniştibû û meqyaja xwe dikir. [807 aydogan_res] Mehabad ji van tevgerên wê, ne razî bû. [808 aydogan_res] Ji lewre, gava ku sênik datanîn ser hev, dikir ku deng ji wan derkeve û biçe wê, da ku bûk li ber xwe bikeve. [809 aydogan_res] Karê wan ê herroj ev bû. [810 aydogan_res] Qîzên malê û bûkê li hev nedikir. [811 aydogan_res] Gava yekê ji wan, xwe bi tiştekî bişitexilandaya, ya din tavilê gir ji wê digirt û wê jî tu kar nedikir. [812 aydogan_res] Heke dikir jî beyî dilê xwe dikir û pir deng derdixist. [813 aydogan_res] Wan bi vî awayî, hêrsa xwe nîşan dida û dilê wan rehet dibû. [814 aydogan_res] Robîn çixareyek pêxist û yek jî da Bedirxên. [815 aydogan_res] Mîtanî weke hercar, çixareya xwe berî herkesî pêxistibû. [816 aydogan_res] Wan ji hev re behsa karên xwe dikir. [817 aydogan_res] Robîn jî di ser situyê xwe re zivirîbû û di pencereyê re li derve diniherî. [818 aydogan_res] Ji kolanê dengê mekîneyan dihat. [819 aydogan_res] Keçikek û xortek, destên wan di hev de dimeşiyan. [820 aydogan_res] Li nav hêşinahiya ku li wî aliyê riyê bû, du-sê zarokan ji xwe re bi navê dilîst. [821 aydogan_res] Rojê tîrêjên ku çavên mirov jê biêşin li der û dorê belav dikirin. [822 aydogan_res] Çivîkek hat û xwe li perpaza pencereyê danî. [823 aydogan_res] Robîn bala xwe da wê. [824 aydogan_res] Çivîkeke xweşik û piçûk bû. [825 aydogan_res] Çavên xwe yên mîna deqekê li dora xwe di-gerandin. [826 aydogan_res] Kêfa Robîn ji wê re hat. [827 aydogan_res] Xwast pencereyê veke, wê bigire û bîne hindur. [828 aydogan_res] Lê belê, hê ew li ser vê fikrê bû, çivîk firiya û çû. [829 aydogan_res] Çivîkeke din jî hat û herduyan xwe gihand hevdu. [830 aydogan_res] Li hewa, xwe teqil kir û li dora hev çûn û hatin. [831 aydogan_res] Bi dû re jî li pey hev bi dûr ketin û wenda bûn. [832 aydogan_res] Hişê wî jî bi wan çivîkan re çû. [833 aydogan_res] Li hêwanê, bi hatina Mîtanî re li xwe zivirî. [834 aydogan_res] Wî nedîtibû ku Mîtanî ji cem wî rabûbû jî. [835 aydogan_res] Mîtanî kincên xwe li xwe kiribûn û ji bo çûyinê xwe amade dikir. [836 aydogan_res] Bedirxan jî rabû ser xwe û li wî niherî. [837 aydogan_res] Robîn nedixwast derkeve derve. [838 aydogan_res] Nedixwast li malê jî bimîne. [839 aydogan_res] Nema dizanîbû bê çi dixwaze. [840 aydogan_res] Lê divê biryarek bidaya. [841 aydogan_res] Li ser herdu alternatîfan jî biryareke li gora dilê xwe neda. [842 aydogan_res] Dît ku Bedirxan jî israr dike, ew neşikenand û çû kincên xwe bi awayekî bêdilî xwe li xwe kirin û bi wan re derket. [843 aydogan_res] Dinya germ bû. [844 aydogan_res] Roja yekşemê, ji bo kesên ku li bajarekî mezin dijîn, ne roja kar bû. [845 aydogan_res] Piraniya kesan, wê roja xweş a betlanê, yan bi serîlêdana heval û hogiran, yan jî mîna wan bi seyranê derbas dikir. [846 aydogan_res] Tew heke bajarê ku ew lê dijîn, bajarekî dîrokî, xwedî kolan û avahiyên egzotîk û sûkên mezin be ku mirov tê de dikare wenda bibe... Bi ser de jî li kêleka behrê be… Mirov rojê li kolanekê, li sûkekê, li taxekê bigeriya jî nikarîbû ji vî bajarî têr bibûya. [847 aydogan_res] Li vî bajarê kevnare, di binê her kevirekî de, tiştekî esrarengîz hebû. [848 aydogan_res] Dîrok û nûjenî bi lihevkirineke ecêb di hindurê wî de dijîn ku hişê mirov nagihêjê û meraqa mirov pirtir dike. [849 aydogan_res] Vî bajarê ku di dema xwe de, gelek siltan û împaratorên mezin, gelek alim û edîb, gelek leheng û mêrxas dîtine… Vê devera ku bi efsaneyên xwe yên ku hê jî nehatine jibîrkirin, bi şerên xwe yên li ser desthilatdariyê, bi dek û dolab û fesadî û bêbextiyên xwe yên ku bûne sedema kuştina gelek kesên bêguneh û bêsûc, bi entrîqayên xwe yên ku li serayên siltanên Osmaniyan û qesr û qonaxên ku nêzîkî wan hatine gerandin û bûne sedema perçebûyin û jiholêrabûna împaratoriyeke ku li çar aliyên dinyayê xof bera dilê gelek hikumdarên din dabû… Vî cih û warê fermanan, fermanên ku bûne sedemên talankirin, sirgûnkirin û tunekirina mirov û medeniyetên cida… Bajarê ku piştî ewqas sal û ewqas guhertinan, hê jî bi qasî ku mirov li xwe ecêbmayî bihêle, mezin û xwediyê bedewiyeke efsûnî... Ew bi her avahiyeke xwe ya dîrokî, ji hemû bajarên din cidatir e. [850 aydogan_res] Her niherînek meraqeke nû dixe dilê mirovan. [851 aydogan_res] Ev deverên weha ne ku xweziya mirov bi zemanên berê tîne. [852 aydogan_res] Rojên betlanê, rojên gerê û kêfê bûn. [853 aydogan_res] Niha perav, park, qafeterya, sûk û sînemayên bajêr tije bûne. [854 aydogan_res] Kolan û kuçeyên wî bûne cihên gerê. [855 aydogan_res] Li ser pireyên wî yên dîrokî, masîgirên ku şewk di destên wan de, bi destê sîbehê re şûna xwe zeft kiriye... Keç û xortan ji rojên din bêtir xwe xemilandiye û derketine derve. [856 aydogan_res] Mîtanî, Bedirxan û Robîn ji bo ku mîna herkesî xwe bigihîne cihekî gerê, li otobusa belediyeyê siwar dibûn. [857 aydogan_res] Mîtanî sê bilêt avêtin qutîka li ber şifêr. [858 aydogan_res] Çavên şifêr heta ku wî bilet avêtinê, li qutîkê bûn. [859 aydogan_res] Bi dû re, pê li bişkoka derî kir û derî bi gurmîniyeke mezin hatin girtin û otobus meşiya. [860 aydogan_res] Şifêr carê di neynika hember xwe re li rêwiyan diniherî. [861 aydogan_res] Çavên wî carê diçûn ser neynikê û diçûn ser riyê. [862 aydogan_res] Ji ber ku cihên din giş tije bûn, hersê çûn û li ser paldankên dawiyê rûniştin. [863 aydogan_res] Ji xwe, paldankên dawiyê, bi dilê Robîn jî bûn. [864 aydogan_res] Ew kengî li mekîneyekê siwar bibûya, berê bala xwe dida paldankên dawiyê. [865 aydogan_res] Ji ber ku gava mirov li pêşiyê rûdinişt tu tişt nedidît, wî tu carî dil tune bû ku li wira rûne. [866 aydogan_res] Mîtanî û Bedirxan dîsa ketibûn peyvê. [867 aydogan_res] Di nav re carinan li Robîn diniherî. [868 aydogan_res] Robîn jî ji xwe re li rêwiyan diniherî. [869 aydogan_res] Ji her celebî însan hebûn. [870 aydogan_res] Herkê tiştek dikir. [871 aydogan_res] Yên di xew re diçûn, yên behsa maçên fûtbolê dikir, yên pirtûk dixwendin, yên di camê re li derve temaşe dikir, yên bi derdên xwe biliyabûn û diponijîn û yên mîna Robîn li dora xwe temaşe dikir… [872 aydogan_res] Xortekî serê xwe bera ber xwe dabû û pirtûka ku danîbû ser çongên xwe dixwend. [873 aydogan_res] Robîn ew lawikê ku porê wî tim bela wela bû, nas dikir. [874 aydogan_res] Ji ber ku gelek caran di otobusê de, ew bi vî awayî didît. [875 aydogan_res] Ji wî bi wê de, yekî din rojnameyeke sporê dixwend. [876 aydogan_res] Dengê kesên ku bi hev re dipeyivîn tev li hev dibûn û di hindur otobusê de belav dibû. [877 aydogan_res] Xortê ku pirtûk dixwend, pelek ji pirtûka xwe zivirand, serê xwe rakir û weke ku bixwaze têbigihêje, bê hatine kî derê, li dora xwe niherî. [878 aydogan_res] Bi dû re, dîsa berê xwe da pirtûka xwe. [879 aydogan_res] Keçikek li paş wî rûniştibû. [880 aydogan_res] Robîn ev keçik jî gelek caran dîtibû. [881 aydogan_res] Mala keçikê nêzîkî ya wan bû. [882 aydogan_res] Carinan, gava Serdar ne li malê bûya û bi xwe diçû ji xwe re rojnameyê bikire, wî ew keçik li der û dora sîteya xwe didît. [883 aydogan_res] Ji bo ku balê bikişîne ser xwe, keçikê carê porê xwe girê dida û vedikir. [884 aydogan_res] Çi hunerên wê hebûna, giş pêşkêş dikirin. [885 aydogan_res] Çavên hemû xortên li dora wê, dageriyabûn ser wê. [886 aydogan_res] Xortekî bîst- bîst û pênc salî, li ser serê wê sekinîbû û ziq li wê diniherî. [887 aydogan_res] Keçikê qutikekî belek li xwe kiribû. [888 aydogan_res] Herdu aliyên qutikê xwe li ser nava xwe bi hev ve girê dabûn. [889 aydogan_res] Pêsîrdankê wê yê reş û serên çiçikên wê di bin qutikî re xuya dibûn. [890 aydogan_res] Bi xêra etegê wê yê kin û fireh, çîpên wê yên xweşik li derve diman. [891 aydogan_res] Ev taybetiyên wê, ji bo ku bala xortan bikişîne, bes bûn. [892 aydogan_res] Lêwik niherînên xwe yên mestbûyî ji sînga wê daxistin ser çîpên wê. [893 aydogan_res] Hişê wî ji serê wî çûbû. [894 aydogan_res] Niherîneke wî ya ecêb hebû, mirov digot qey dike xwe bi ser keçikê de biavêje. [895 aydogan_res] Piştî ku keçikê dît, du-sê xortikên din jî bala xwe daye wê, ji qazî, mîna ku aciz bûbe, kir ufe uf û bi awirên tûj li dora xwe belav kirin. [896 aydogan_res] Her ku keçikê weha dikir, xortên ku li wê diniherîn, diketin ber fediyê, mîna ku sûcekî veşêrin ruyê wan sor dibû û berên xwe diguhertin. [897 aydogan_res] Di hindurê otobusê de, bêhna parfumên cida cida û xwêdanê tev li hev bûbûn. [898 aydogan_res] Germeke weha hebû ku mirov difetisand. [899 aydogan_res] Digel ku hemû pencereyên otobusê vekirîbûn jî ji bayekî qels pê ve hewa nedihat hindurê wê. [900 aydogan_res] Otobusê xwe bera ser riya jêrê da. [901 aydogan_res] Lawikê ku pirtûk dixwend, serê xwe dîsa rakir, li dora xwe niherî, pirtûka xwe bi lez girt û rabû ser xwe. [902 aydogan_res] Çû li ber deriyê ortê sekinî û pê li bişkoka derî kir. [903 aydogan_res] Lempeya piçûk ya li ser derî vêket, otobus li rawestgehê sekinî û deriyên wê vebûn. [904 aydogan_res] Gava ku lawik daket, çend kesên din di deriyê pêşiyê re siwar bûn. [905 aydogan_res] Bi dû re, derî dîsa hatin girtin û otobus meşiya. [906 aydogan_res] Robîn bala xwe bîstikekê da Mîtanî û Bedirxên jî. [907 aydogan_res] Herdu hey li ser karên xwe dipeyivîn. [908 aydogan_res] Tew gava Mîtanî dipeyivî, mirov digot qey ji wî pê ve, tu kes nikare wî karî mîna wî bimeşîne. [909 aydogan_res] Herçî Mîtanî bû, gava diket peyvê, tew ku mijar li ser karê wî bûya, kesî hew dikaribû ew bisekinanda. [910 aydogan_res] Mîtanî mîna hercar, rîha xwe kur kiribû û ruyê wî spîboz dibiriqand. [911 aydogan_res] Bi simbêlên wî yên reş û ziravik û porê wî yê kin ku temberiya wî hertim di kêlekê de vekirî bû, Robîn ew her dişiband şoreşgerên salên heftêyî. [912 aydogan_res] Wî ew dem hew ji pirtûkan û vegotinên ku ji wî re hatibûn kirin, dizanîbû û ew kes jî ji wêneyan nas dikirin. [913 aydogan_res] Ji tiştê ku ji wan di bîra wî de mabû, yê herî balkêş ew bû ku hemû şoreşgerên wê demê dişibiyan hevdu. [914 aydogan_res] Mirov digot qey gişan bi hevdu re biryar dabû ku kincên mîna hevdu li xwe bikin û rîha xwe û porê xwe mîna hevdu şeh bikin, simbêlên xwe jî heta ser lêva jêrê berdin. [915 aydogan_res] Keçik rabû ser xwe û ber bi deriyê dawiyê ve hat. [916 aydogan_res] Robîn ji qazî, berê xwe da aliyê din. [917 aydogan_res] Keçikê heta ku Robîn li wê niherî, li wî niherî û ji bo ku bala wî bikişîne, hêdî hêdî bi porê xwe lîst û bi delalî bişirî. [918 aydogan_res] Carekê, Robîn jî serê xwe rakir û li ruyê wê yê esmer î xweşik niherî. [919 aydogan_res] Niherîna wî bala keçikê jî kişandibû. [920 aydogan_res] Keçik jî ji bo ku hebekî din bala wî bikişîne ser xwe, daqûl bû û toza li ser sola xwe bi tiliyên xwe yên nazik paqij kir. [921 aydogan_res] Gava daqûl bû, bala Robîn beyî îradeya wî, çû ser memikên wê yên nermik ku zor didan pêsîrdankan û her ku diliviyan xweşiktir dibûn û tevzînok bi dilê yê ku bala xwe dida wan dixistin. [922 aydogan_res] Robîn jî gava li wan memikên xwêdayî yên li ser sîngeke gewr û nerm niherî, hema tu nemabû ku xwe biavêjê himbêza wê. [923 aydogan_res] Tevzînokên germ xwe li wî girtin û xwedanê di canê wî re avêt. [924 aydogan_res] Gava ku keçikê serê xwe rakir, wî bi lez berê xwe guhert. [925 aydogan_res] Ji ber ku hayê keçikê ji wî çêbûbû, ket ber fediyê. [926 aydogan_res] Keçika ku porê xwe bi hereketeke nazik ku ew ê bi dû re ji Robîn re bibûya derdekî bêderman û her di bîra wî de bimaya, avêt paş situyê xwe, ji kêlekê de di bin mijangên xwe yên dirêj re li wî niherî. [927 aydogan_res] Bişirandineke ku di bedewbûna wê de roleke mezin dilîst, di bin wê bêvila zirav û piçekî ber bi jorê de rakirî de, ji nav lêvên wê yên xweşik ên ku mirov hema dixwast têxe devê xwe û bimêje, xwe li ruyê wê belav kir. [928 aydogan_res] Wê gavê, Robîn beyî bizanibe ku ev niherîn dê wî bike hêsîrê xwe, berê xwe da wê û weke ku tê de wenda bibe, li wan çavên efsûnker niherî. [929 aydogan_res] Keçikê jî berê xwe ji wî nedida alî. [930 aydogan_res] Heta ku otobus sekinî, weha ma. [931 aydogan_res] Bi sekinandina otobusê re deriyên wê bi gurmîneyekê vebûn û keçik daket. [932 aydogan_res] Derî dîsa bi eynî gurmîniyê hatin girtin û otobus meşiya. [933 aydogan_res] Robîn di camê re li meşa keçikê niherî. [934 aydogan_res] Bala xwe da bejina wê ya zirav. [935 aydogan_res] Bi dû re keserek kişand û di dilê xwe de got: [directspeech aydogan_res] Xwezî yarê, tu ya min ba… [936 aydogan_res] Ji rawestgeha ku keçika xweşik daket, keçikeke din siwar bû. [937 aydogan_res] Lê li gora ya din, pir cida bû. [938 aydogan_res] Serê wê nixumandî û canê wê heta zendê girtî bû. [939 aydogan_res] Meşeke wê ya bi bixwebawer hebû. [940 aydogan_res] Robîn her ku yeka weha didît, li vê dinyaya dualî ecêbmayî dima. [941 aydogan_res] Piştî bîstikekê, mekîneyê xwe da kêleka riyê û hemû deriyên wê vebûn. [942 aydogan_res] Piraniya kesên ku ji mekîneyê dadiketin, xwe ji mekîneyên din bi zorê xelas dikir û derbasî aliyê din î riyê dibûn. [943 aydogan_res] Ji aliyê riyê yî din, dengê qelebalixiya kolana Îstiklalê dihat. [944 aydogan_res] Ev kolan yek ji wan kolanên kevintirîn ên vî bajarê mezin bû û tim û daîm tije bû. [945 aydogan_res] Di orta wê re tramwayeke nostaljîk derbas dibû û dikir ku dîrokîbûna vî bajarî baştir were bîra mirov. [946 aydogan_res] Gava bi gelek kesên din re derbasî aliyê kolana Istiklalê bûn, berê, Meydana Taksîmê ya fireh ku bûye cihê gelek çalakiyên hêzên mixalif xuya bû û bi dû re jî di nav şênkahiya dorpêçkirî de li ser abîdeyeke gewr, peykerekî reş û bilind hat pêşiya wan. [947 aydogan_res] Di wî pêykerî de, li pêşiyê sê-çar zilam diyar bûn. [948 aydogan_res] Li dû wan jî çend pîrek hebûn ku ruyên wan zelal nedihatin dîtin. [949 aydogan_res] Gişan dabû pey zilamekî ku gava xwe diavêt û ji kincên wî diyar dibû ku fermandarekî leşkerî bû. [950 aydogan_res] Li herçar aliyê vê abîdeyê, peykerin leşkeran mîna yê pêşiyê hatibûn danîn. [951 aydogan_res] Li aliyekî wî jî di nav du leşkeran de, mîtralyozek xuya dibû ku ji bo nîşandana dîroka vî welatî hatibû çêkirin. [952 aydogan_res] Robîn bala xwe dabû vê abîdeya ku gelek caran di televîzyonê de derdiket. [953 aydogan_res] Bîstikekê lê temaşe kir û ji bo ku têbigihîje, bê ka ev abîde dixwaze çi bibêje, fikirî. [954 aydogan_res] Digel ku heta niha gelek carî di ber vê abîdeyê re bihurîbû, tu carî li tiştekî weha nefikirîbû. [955 aydogan_res] Ew jî li vê yekê hay bû û dev ji vê fikra xwe berda. [956 aydogan_res] Bi dû re li dora xwe zivirî û çavên xwe li Mîtanî û Bedirxên gerandin. [957 aydogan_res] Lê belê, tu kes li dora wî tune bûn. [958 aydogan_res] Li aliyê kolanê niherî. [959 aydogan_res] Ew kolana ku bîstika din cihê meşê tê de tune bû, vala xuya dibû. [960 aydogan_res] Ne tu kes diçû û ne jî dihat. [961 aydogan_res] Ji der û dorê, tu deng jî nedihat. [962 aydogan_res] Wê gavê, Robîn valahiyek di dilê xwe de his kir. [963 aydogan_res] Tirsiya. [964 aydogan_res] Weke ku kabûsek dîtibe, çavên xwe bi tirs girtin û vekirin. [965 aydogan_res] Bayekî tenik hat û xwe li wî xist. [966 aydogan_res] Dîsa li dora xwe niherî. [967 aydogan_res] Kolan, rê û park- markên der û dorê, hindurê bufeyan, ber qulubeyên telefonê, meydan, kevirên dora meydanê ku kesên diwestiyan li ser rûdiniştin û li dora xwe diniherîn, kuçeyên ku derdiketin kolanê… Giş vala bûbûn. [968 aydogan_res] Û li wê derê pêjina însanekî jî nedihat. [969 aydogan_res] Robîn bêtir tirsiya. [970 aydogan_res] Valahiya dilê wî mezintir bû. [971 aydogan_res] Meraq û tirs û heyecan di dilê wî de tev li hev bûn. [972 aydogan_res] Ecêbmayî mabû. [973 aydogan_res] Bêhna wî dikira biçikiya. [974 aydogan_res] Serê wî gêj bû. [975 aydogan_res] Tu nema bû ku ji tirsa biketa û bimira. [976 aydogan_res] Beyî hişê xwe meşiya û hat ber kaniya piçûk ku şênkahiya li dora abîdeyê av dida. [977 aydogan_res] Destên xwe dan ber û tije kirin. [978 aydogan_res] Bi dû re jî ava di kefa destê xwe de girtibû, bi hêviya ku ji vî kabûsî şiyar bibe, bi şerpîniyekê li ruyê xwe kir. [979 aydogan_res] Careke din weha kir. [980 aydogan_res] Serê xwe da ber kaniyê û li ava ku li ber çavên wî diherikî erdê temaşe kir. [981 aydogan_res] Bi dû re, serê xwe yê ku av jê diniqutî rakir û ew tirs dîsa di dilê xwe de his kir. [982 aydogan_res] Wê gavê, mîna ku tiştin ji hindurê wî ji hev biqetin û jana xwe bidin der, rengê ruyê wî hat guhertin û çavên xwe bi kerb bi awayekî acizbûyî birin ser hev. [983 aydogan_res] Her der mîna ku di tabloyeke bêînsan be, vala bû. [984 aydogan_res] Tu deng jî tune bû. [985 aydogan_res] Çû destê xwe li cama dikanekê xist. [986 aydogan_res] Serê xwe bir ber camê. [987 aydogan_res] Ji ber ku şewqa rojê dida camê, destê xwe ji xwe re kir sî û bala xwe da hindurê dikanê. [988 aydogan_res] Hindurê wê tarî bû û tu kes jî tê de tune bû. [989 aydogan_res] Zivirî, berê xwe da kolana Istiklalê û beyî ku bizanibe, bê ew ê çi were serê wî, meşiya. [990 aydogan_res] Kolan bi rastî jî vala bû. [991 aydogan_res] Digot qey aniha ew ê hinek ji kuçeyekê derkevin û ji wî re bibêjin »henek bû« û bi wî bikenin, yan jî wî bitirsînin. [992 aydogan_res] Ew dikana ku hertim dengê muzîkê jê dihat jî girtî bû. [993 aydogan_res] Heta ber Lîseya Galatasarayê, hey çavên xwe digerandin û di her kuçeya ku dihat ber wî re serê xwe dirêj dikir û diniherî. [994 aydogan_res] Her gava didît ku her dever vala ye, bêhtir ditirsiya û bêhna wî diçikiya. [995 aydogan_res] Bayek hat û porê wî li nav hev xist. [996 aydogan_res] Di pey wî re, şerqîniyek ji ezmên hat û baranê dest pê kir. [997 aydogan_res] Robîn di cihê xwe de sar mabû. [998 aydogan_res] Weke ku dixwast mahneyekê bide vê rewşê, bi çavên tijî meraq, li bûyerên ku diqewimîn diniherî. [999 aydogan_res] Heyirîbû. [1000 aydogan_res] Xwe ji ber baranê neda alî. [1001 aydogan_res] Baran weke ku ji wî re bibêje »xwe ji ber min bide alî, bicehime biçe!« her ku çû, xurttir bû û der û dor di nav avê de hişt. [1002 aydogan_res] Kincên wî giş şil bûbûn. [1003 aydogan_res] Berê, milên wî, bi dû re jî hemû laşê wî di nav avê de ma. [1004 aydogan_res] Ser û çavê wî şil û pil bûbû. [1005 aydogan_res] Ji ber ku berçavka wî jî di nav avê de mabû, hew dikarîbû tiştek bidîta. [1006 aydogan_res] Berçavka xwe derixist û xist bêrîka xwe. [1007 aydogan_res] Kolan di nav avê de mabû. [1008 aydogan_res] Av di bin lingên wî re diherikî. [1009 aydogan_res] Dengê xuşiniya avê, ji bo ku mirov hêza vê tofanê fahm bike, bes bû. [1010 aydogan_res] Ji nişka ve, dengê şerpe şerpa lingekî din ji paş wî hat wî. [1011 aydogan_res] Gava deng seh kir, veciniqî û bi tirs li xwe zivirî. [1012 aydogan_res] Yek di bin baranê de, ber bi wî ve direviya. [1013 aydogan_res] Xortekî dirêj bû. [1014 aydogan_res] Ji bo ku xwe ji peşkên avê biparêze, gavên xwe fireh diavêtin û bi serê tiliyan pê li erdê dikir û dihat. [1015 aydogan_res] Ew jî di nav avê de mabû. [1016 aydogan_res] Pirtûka di destê xwe de li ser serê xwe digirt û direviya. [1017 aydogan_res] Gava ku Robîn çav li pirtûka wî ket, tiştên di derheqa lêwik de, di serê wî de zelal bûn. [1018 aydogan_res] Robîn ew nas dikir. [1019 aydogan_res] Ev lawik, ew xort bû ku di otobusê de pirtûk dixwend. [1020 aydogan_res] Lawik ji nişka ve çav li Robîn ket û ew jî mîna wî veciniqî. [1021 aydogan_res] Bîstikekê li şûna xwe sekinî û bala xwe da wî. [1022 aydogan_res] Bi dû re hat û li ber wî rawestiya. [1023 aydogan_res] Weke ku hevdu nas dikin, dest bi peyvê kir: [directspeech aydogan_res] Ji bo Xwedê, ev çi ye? [1024 aydogan_res] Robîn jî beyî ku bersivekê bidiyê, li wî diniherî. [1025 aydogan_res] Bi dû re, têgihişt ku herdu jî eynî tiştî meraq dikin. [1026 aydogan_res] Lêwik vê carê, bi awayekî hêrsbûyî pirsî: [directspeech aydogan_res] Ma çima tu bi min re napeyivî? [1027 aydogan_res] Di bin wê barana xurt de, ji bo ku dengê xwe bigihîne Robîn, bi dengekî pir bilind dipeyivî. [1028 aydogan_res] Hê nû hat bîra Robîn ku diviyabû bersivek bidaya wî. [1029 aydogan_res] Wî jî weke ku ji berê de wî nas dike bersiva wî da: [directspeech aydogan_res] Ez jî nizanim. [1030 aydogan_res] Birayê min û hevalekî me bi min re bûn. [1031 aydogan_res] Ez niha nizanim bê bi kû de wenda bûne. [1032 aydogan_res] Mîna ku şerekî mezin li dora wan çêbûbû, lê ew nuh lê hay dibûn, li hevdu diniherî. [1033 aydogan_res] Herduyan jî nizanîbû ku ew ê bi dû re hevdu gelek caran di rewşên weha de bibînin û ew ê bibin hevalên hev. [1034 aydogan_res] Robîn dikarîbû texmîn bikira ku belaya li ser serê wan, yek e, lê nikarîbû nav lê bikira. [1035 aydogan_res] Nepeyivîn. [1036 aydogan_res] Lêwik berê xwe bi jorê ve kir û li ezmên niherî. [1037 aydogan_res] Baran. [1038 aydogan_res] Hêrs. [1039 aydogan_res] Lê piştî çend saniye derbas bûn, herduyan ji nişka ve li pey hev baz da û xwe ji ber baranê da alî. [1040 aydogan_res] Hatin ber dikanekê. [1041 aydogan_res] Lêwik lingê xwe rakir û pihînek li camê xist. [directspeech aydogan_res] Xwe bide alî! [1042 aydogan_res] Bi pihîna wî re, şerqînî ji camê hatibû û perçeyên cama şikestî li erdê belav bûbûn. [1043 aydogan_res] Li pey hev ketin hindurê dikanê. [1044 aydogan_res] Herçî dikan bû, bi qasî supermarketekê mezin bû û li ser refikên wê, hertişt hebû. [1045 aydogan_res] Hindur tarî bû. [1046 aydogan_res] Ji alavên wê bêhneke xweş dihat. [1047 aydogan_res] Di gel ku wan dizanîbû, ew ê nikaribin tiştekî bibînin jî di hindurê dikanê de li xwediyê wê geriyan. [1048 aydogan_res] Dîsa vegeriyan ber cama şikestî. [1049 aydogan_res] Lêwik serê xwe derixist û li derve niherî. [1050 aydogan_res] Baran hê jî dibariya. [1051 aydogan_res] Tiştekî nû tune bû. [1052 aydogan_res] Kolan hê vala bû. [1053 aydogan_res] Bîstikekê li valahiya wê niherî, bi dû re dîsa serê xwe kişand hindur. [1054 aydogan_res] Hêrsa wî xwe ji ruyê wî dida der. [1055 aydogan_res] Awirên wî tûjtir bûbûn. [1056 aydogan_res] Destên xwe dan kulêmekên xwe û mîna ku hinekan ew kêr kiribe, serê xwe bi kerb kil kir. [1057 aydogan_res] Robîn digel ku lêwik ji wî re tiştek negot jî bi awayekî ku ew ê bi dû re, bi xwe lê ecêbmayî bimaya, ji niherînên wî tê derxist bê li derve çi dîtibû. [1058 aydogan_res] Herduyan jî serên xwe bera ber xwe dan û li hember hev rûniştin. [1059 aydogan_res] Robîn pakêta xwe ya çixareyê ji bêrîka xwe derixist û lê niherî. [1060 aydogan_res] Pakêta wî jî ji baranê qismetê xwe stendibû. [1061 aydogan_res] Hêvî tê de nemabû, şil û pil bûbû. [1062 aydogan_res] Ji neçarî, çavên xwe li refikên dîwêr gerandin. [1063 aydogan_res] Çû û pakêtek ji ser refika çixareyan anî. [1064 aydogan_res] Gavekê, rewşa xwe ji bîr kir û destê xwe ji adetî avêt bêrîka xwe, da ku pereyan derxîne. [1065 aydogan_res] Ji nişka ve, li xwe hay bû û bi halê xwe keniya. [1066 aydogan_res] Bi dû re, dîsa ji kerban, lêva xwe gez kir. [1067 aydogan_res] Lêwik careke din li derve niherî. [1068 aydogan_res] Kes tune bû. [1069 aydogan_res] Vê carê jî tiştek ji Robîn re negotibû û Robîn weke cara din ji niherînên wî fahm kiribû. [1070 aydogan_res] Lawik hat û li şûna xwe rûnişt. [1071 aydogan_res] Li Robîn niherî. [1072 aydogan_res] Çavên wî sor bûbûn. [1073 aydogan_res] Ji hêrsa xwe, dikira biteqiya. [directspeech aydogan_res] Hela ka çixareyakê bide min jî. [1074 aydogan_res] Wî jî çixareyek pêxist. [1075 aydogan_res] Herduyan jî dîsa serên xwe bera ber xwe dan. [1076 aydogan_res] Lêwik bê deng dest bi girî kir. [1077 aydogan_res] Milên wî diricifîn û carê bêvila xwe dikişand. [1078 aydogan_res] Robîn ranebû û neçû ba wî. [1079 aydogan_res] Lê hey li wî temaşe kir. [1080 aydogan_res] Dizanîbû ku ev jî mîna yên din xewnek e û gava dema wê bihataya, ew ê jî biqediya. [1081 aydogan_res] Lawik têra xwe giriya. [1082 aydogan_res] Lê ji ber ku ji Robîn şerm dikir, pir hewil dida xwe ku dengê giriyê wî neçe Robîn. [1083 aydogan_res] Lê belê, çi qasî hewil dida xwe jî Robîn dîsa bi giriyê wî dihisiya. [1084 aydogan_res] Bi dû re, wî ê ji Robîn re bigotaya: [directspeech aydogan_res] Heke ez negiriyama, ez ê biteqiyama. [1085 aydogan_res] Gavekê, çavên wî yên sorbûyî, ber bi cama şikestî ve dageriyan. [1086 aydogan_res] Dengê baranê hew dihat. [1087 aydogan_res] Lê hay bû ku gava ew digiriya, baran sekinîbû. [1088 aydogan_res] Wê gavê, herdu rabûn ser xwe û derketin derve. [1089 aydogan_res] Kolan dîsa vala bû. [1090 aydogan_res] Vê carê, Robîn jî kelogirî bûbû. [1091 aydogan_res] Çavên wî hêdî hêdî tije dibûn. [1092 aydogan_res] Dilên wan careke din şikestibûn. [1093 aydogan_res] Mirov digot qey, herkes li keştiyekê siwar bûye û keştiyê daye nava behreke dadayî û çûye, an jî gava gihîştiye okyanûsekê, serobinî bûye û ketiye binê avê û wenda bûye. [1094 aydogan_res] Û bi tenê ew herdu ne di wê keştiyê de bûn. [1095 aydogan_res] Çavên herduyan jî werimîbûn. [1096 aydogan_res] Bi tenê bûn. [1097 aydogan_res] Wan hevdu baş nas nedikir, lê herduyan jî weke ku ev ji hevdu vedişart hereket dikir. [1098 aydogan_res] Rabûn û ji bo ku li deverin din jî li hinekan bigerin, meşiyan. [1099 aydogan_res] Kolan mîna ku hatibe şuştin, paqij bûbû. [1100 aydogan_res] Bayekî hênik dihat. [1101 aydogan_res] Ji ser banên avahiyan av diherikî. [1102 aydogan_res] Ezman mîna ku xwe bi barana xwe şuştibe û xwe ji gemarê daweşandibe, dibiriqand. [1103 aydogan_res] Kincên Robîn û lawikê ku ew ê Robîn bi dû re hîn bibûya ku navê wî Bişar e, hê zuha nebûbûn. [1104 aydogan_res] Bi şev jî nesekinîn. [1105 aydogan_res] Bê serî li pey şopa însanên din geriyan. [1106 aydogan_res] Di nav tariyê de û li bajarekî ku mirov digot qey navendên wî yên elektirîkê giş teqiyane û îflas kirine, ji kuçeyekê diketin kuçeyeke din, ji malekê diketin maleke din û diwestiyan. [1107 aydogan_res] Nedixwastin rûnin. [1108 aydogan_res] Mirov digot qey herkes ji ber wan direve. [1109 aydogan_res] Li her deverê geriyan. [1110 aydogan_res] Li her devera ku wan dikarîbû xwe bigihandayê... [1111 aydogan_res] Her ku ji maleke vala derdiketin, situyên wan xwartir dibûn. [1112 aydogan_res] Pişta wan xûztir, qermîçokên dora çavên wan û eniya wan kûrtir dibûn. [1113 aydogan_res] Gavên wan jî sisttir dibûn. [1114 aydogan_res] Ji taqetê diketin. [1115 aydogan_res] Hêviya dilê wan a ji bo dîtina hin kesên din, qelstir dibû û bitenêtî û aciziya wan jî pirtir dibûn. [1116 aydogan_res] Êdî wan fahm kiribû. [1117 aydogan_res] Ne bi dilê wan bûya jî li vî bajarî ji wan pê ve tu kes tune bû... [1118 aydogan_res] Robîn ê bi dû re ji xwe re bigotaya: [directspeech aydogan_res] Min tu carî kabûsekî weha nedîtibû ku wexteke ewqasî dirêj ajotibe. [1119 aydogan_res] Min digot qey ew ê bêhna min biçike, ez ê tê de bigevizim û bifetisim. [1120 aydogan_res] Lê piştî wê xewnê, ez têgihiştim ku di kabûsekî de, ji derveyî mirov tu kes nikare alîkariya mirov bike. [1121 aydogan_res] Ji ber ku ji derveyî mirov, tu kesekî din di wî kabûsî de tune ye. [1122 aydogan_res] Yên hebin jî bi tenê dikarin tirsa wî kabûsî hebekî din mezintir bikin. [1123 aydogan_res] Wî ê bigotaya: [directspeech aydogan_res] Mirov dizane ku ev xewn e, lê mirov nizane, bê çawa dibe. [1124 aydogan_res] Û wî ê bigotaya: [directspeech aydogan_res] Herkes xewnên xweş dibînin, xewnê herkesî li gora dilên wan in; lê ez her kabûsan dibînim. [1125 aydogan_res] Herduyan Stenbol li bin guhê hevdu xist, dîsa tu tişt nedît. [1126 aydogan_res] Yan jî gelek tişt dîtin. [1127 aydogan_res] Pireyên teng û rêyên dirêj ên vala, kuçeyên bêzarok, xaniyên ku hatine terkkirin, wêneyên bêxwedî; nameyên ku hê nehatine xwendin û ew ê tu carî jî neyên xwendin, roman û helbestên nîvcomayî; pêsîrdankeke ku ji ber lezê, li mala zilamekî azib hatiye jibîrkirin… Fermanên ku bi dizî hatine îmzekirin, fermanên ji bo kuştina gelek kesên navdar; kaniyên kerxaneyan yên vekirîhiştî, cidayetiya di navbêra xaniyên xizanan û dewlemendan de; îşkencexaneyên veşartî, rêyên ku bi tenê mirovên ku ew kolane pê dizanin, rêyên di bin erdê de hatine vekirin û ji bin girtîgehekê derdiketin kêleka behrekê… [1128 aydogan_res] Robîn her ku ew tişt bianîna bîra xwe, dê ji xwe re bigotaya: [directspeech aydogan_res] Piştî wî kabûsî, ez têgihiştim ku ez bi tu gûyê xwe nizanim. [1129 aydogan_res] Pir geriyan. [1130 aydogan_res] Li şopa tiştekî zindî rast nehatin. [1131 aydogan_res] Deryaya Marmarayê bê xem diherikî û ava ku ji Deryaya Reş dianî, di ser Egeyê re, di nav bêhna mozaîka gelan û çanda wan ya talankirî re, digihand Deryaya Sipî; deryaya ku gelek şerên giran li ser wê çûbûne û bi dû re jî ji bo wê sitranên herî xweş hatine gotin. [1132 aydogan_res] Li ser pireya Boxaîçîyê sekinîn. [1133 aydogan_res] Westiyabûn. [1134 aydogan_res] Porên wan tev li hev bûbûn. [1135 aydogan_res] Rîhên wan dirêj bûbûn. [1136 aydogan_res] Piştên wan ên xûz û gavên wan ên sist, ew dikirin mîna du kalên sedsalî. [1137 aydogan_res] Enîşkên xwe danîn ser hesinên pireyê û bi çavên kortçûyî li deryaya bêdawî niherîn. [1138 aydogan_res] Bişar beyî ku li Robîn binere, bi dengekî pir bikerb got: [directspeech aydogan_res] Kes tune ye… [1139 aydogan_res] Û tu tiştekî din ji devê wî derneket. [1140 aydogan_res] Robîn li Bişêr niherî û wî jî bi kerb got: [directspeech aydogan_res] Ka tu dibêjî, em çi bikin? [1141 aydogan_res] Gava dipeyivîn dengê wan diricifî. [1142 aydogan_res] Mirov digot qey ji binê erdê dipeyivîn û gava ku dengê wan derdiket ser ruyê erdê, bayekî kur lê dixist. [1143 aydogan_res] Çavên Robîn li sînorên deryayê yên bêdawî bûn û li benda bersiva pirsa xwe sekinîbû. [1144 aydogan_res] Deng ji Bişêr nedihat. [1145 aydogan_res] Westiyabû. [1146 aydogan_res] Hingî westiyabû û aciz bûbû, di xwe re nedidît ku li wî bizivire jî. [1147 aydogan_res] Heta ku dengê xuşîna avê hatê jî li benda bersivê mabû. [1148 aydogan_res] Bi dengê ku ji avê hat, li xwe zivirî û dît ku Bişar ne li şûna xwe ye. [1149 aydogan_res] Bi lezekê li dû xwe zivirî û çavên xwe li dora xwe gerandin. [1150 aydogan_res] Bişar wenda bûbû... [1151 aydogan_res] Berê xwe nedayê û li behrê neniherî. [1152 aydogan_res] Mîna ku bombeyek di hindurê wî de teqiyabe, dilê wî êşiya. [1153 aydogan_res] Êdî bi tena serê xwe mabû. [1154 aydogan_res] Wî xwast ku xwe di pey Bişar re biavêje. [1155 aydogan_res] Lê, her ku sînga xwe digihand hesinê pireyê, diket dudiliyê. [1156 aydogan_res] Nizanîbû ji bo çi ye, lê newêrîbû xwe bikuşta. [1157 aydogan_res] Cesaret nekir. [1158 aydogan_res] Destê xwe kir hutik û ji kerban, bi hemû qeweta xwe ve hişka li hesinî xist. [1159 aydogan_res] Dengekî xurt ji hesinî derket û di hesinên din de olan da. [1160 aydogan_res] Serê wî gêj bû, lê zû hat ser xwe. [1161 aydogan_res] Kela girî xwe li qirika wî girt. [1162 aydogan_res] Qerisî. [1163 aydogan_res] Çîpên wî hew dikarîbû giraniya laşê wî hilgirta. [1164 aydogan_res] Gêjbûna serê wî bêtir bû. [1165 aydogan_res] Ber çavên wî reş bû. [1166 aydogan_res] Rengê ruyê wî pê re hat guhertin. [1167 aydogan_res] Çongên wî ji xweber fisiyan. [1168 aydogan_res] Gava çongên wî difisiyan, herdu destên wî bi kêleka wî de ketibûn. [1169 aydogan_res] Hemû laşê wî, bi carekê di nav êşekê de gevizî û li erdê ket. [1170 aydogan_res] Xwîna wî hew herikî. [1171 aydogan_res] Çavên wî hatin girtin. [1172 aydogan_res] Bi dû re, wî ê li ser vê bûyerê, ji xwe re bigota. [directspeech aydogan_res] Min got qey ez bi rastî jî mirime. [1173 aydogan_res] Bi ketina wî ya erdê re, hemû mirovên li wê dorê, weke ku li tiştekî nedîtî rast hatibin, li ser serê wî civiyan û di nav xwe de her peyivîn. [1174 aydogan_res] Heryekî li gora xwe behsa sedema ketina Robîn dikir. [1175 aydogan_res] Qelebalixiya ku li dora wî diciviya, her ku diçû mezintir dibû. [1176 aydogan_res] Mîtanî û Bedirxan ecêbmayî mabûn û li Robînê ku di nav destê wan de, ji nişka ve ketibû erdê û bêhiş ketibû, diniherî. [1177 aydogan_res] Tiştekî weha tu carî nehatibû serê wan. [1178 aydogan_res] Mirov digot qey dest û lingên wan hatibûn girêdan, serên wan gêj bûbûn û bi çavên xwe yên dikira ji serên wan baz bidaya, hey li dora xwe diniherî. [1179 aydogan_res] Belkî li ruyekî nas ku bikaribe alî wan bike digeriyan, belkî jî li bende bûn ku Robîn bi xwe şiyar bibe. [1180 aydogan_res] Lê tiştekî din hebû ku ji awirên ewqas însanan aciz bûbûn û hema dixwast zû bi zû Robîn rakin û ji wira bi dûr bikevin. [1181 aydogan_res] Yekî digot: [1182 aydogan_res] Avê bînin, avê! [1183 aydogan_res] Yekî din digot: [1184 aydogan_res] Erê erê, av baş e. [1185 aydogan_res] Avê li serê wî bikin! [1186 aydogan_res] Dengên niçe niçan û wax waxan tev li hev dibûn û dikir ku Mîtanî û Bedirxan bêtir aciz bibin. [1187 aydogan_res] Bi dû re, Bedirxan du-sê şîrmaq li Robîn xistin û bi Mîtanî re hey mîna ku ji binê bîreke kûr û tarî bangî wî bikin, bi dengekî bilind navê wî digot. [1188 aydogan_res] Carekê, mijangên Robîn yên dirêj tev liviyan, bi dû re mîna ku êşeke pir xedar dikişîne çavên xwe hişk girtin. [1189 aydogan_res] Xwe bi ser kêlekê de qulipand, bi zikê xwe girt û wê gavê, dengê nalîneke kurt ji devê wî hat bihîstin. [1190 aydogan_res] Mîtanî û Bedirxan beyî ku zanibin, bê divê çi bikin, serê wî û destên wî mist didan. [1191 aydogan_res] Bi dû re Bedirxan rabû û ji bo ku qelebalixiya ser serê wî biqewirîne, destên xwe kil kirin û bi wan re xeyidî: [directspeech aydogan_res] De vekişin, hela vekişin! [1192 aydogan_res] Tu kes venedikişiya. [1193 aydogan_res] Mirov digot qey wan li filîmekî weha temaşe dikir ku destê wan jê nedibû û ji ber vê yekê, dîsa bi şûn de dihatin. [1194 aydogan_res] Bedirxên bi awayekî hêrsbûyî çavên xwe girtin, herdu destên xwe rakirin û mîna ku di xortaniya xwe de kiribû, weke pêxwasekî Diyarbekirî, bi tirkî bi dengekî weha qêriya ku kesên dora wî jê tirsiyan. [directspeech aydogan_res] Açilin laaaan! [1195 aydogan_res] Herkesî bi deverekê de baz da û belav bûn. [1196 aydogan_res] Vê carê jî ji dûranê li wan temaşe dikir. [1197 aydogan_res] Gava Bedirxên qelebalixiya dora xwe diqewirand, Mîtanî jî bi Robîn girtibû û ew radikir ser piyan. [1198 aydogan_res] Bi dû re, polîsek hat li ser serê wan sekinî. [1199 aydogan_res] Mîtanî tişt miştin jê re gotin. [1200 aydogan_res] Wî jî copê xwe derxist û alî Bedirxên qelebalixî belav kir û çû. [1201 aydogan_res] Her yek ketin bin milekî Robîn û ew li kêleka peykêr, li ser kevirekî dan rûniştandin. [1202 aydogan_res] Mîtanî bi awayekî ku dilê wî bi birayê wî dişewitî, bi heyecan got: [directspeech aydogan_res] Çi bi te hat, lawo? [1203 aydogan_res] Te em tirsandin, ha! [1204 aydogan_res] Robîn jî nizanîbû, bê çi hatibû serê wî. [1205 aydogan_res] Bes dizanîbû ku tiştê hatibû serê wî, ne tiştekî baş bû. [1206 aydogan_res] Ji lewre, ew jî li hember vê nexweşiya nû, mîna yekî ku cinawireke mirovxwir dîtibe û ji tirsa lal bûbe, bi çavên xwe yên tije meraq li dora xwe diniherî, bala xwe dida wê qelebalixiya dora xwe, li kevokên li meydanê diniherî, bêhna xwe dikişand û qet dengê xwe jî dernedixist. [1207 aydogan_res] Bi dû re, Mîtanî û Bedirxên dê ji daketina wan ya ji otobusê û heta Robîn bêhiş ketibû erdê, ji Robîn re ta bi derziyê vekira. [1208 aydogan_res] Wan dê behsa ecêbmayinên xwe, qelebalixiya biheyecan ya li dora wan civiyabû, rewşa wî ya li erdê, gava xwe bi ser kêlekê ve qulipand û bi zikê xwe girt û mîna ku janek dikişand naliyabû, sîleyên ku li ruyê wî dixistin û tirsa xwe bikira. [1209 aydogan_res] Bes Robîn dê tu carî ne ji wan re û ne jî kesekî din re behsa vî kabûsî û yên ku li dû wî dihatin bikira. [1210 aydogan_res] Carinan wî dê ji xwe re bigotaya: [directspeech aydogan_res] Kabûs jiyaneke din e. [1211 aydogan_res] Ji yê ku ew kabûs dîtiye û pê ve, tu kes ne dikare têbigihêje û ne jî mahneyekê bidiyê. [1212 aydogan_res] Ji lewre, gava Mîtanî pirsa xwe dubare kir, ji wî re gotibû: [directspeech aydogan_res] Ez nizanim, hema ji nişka ve serê min gêj bû. [1213 aydogan_res] Min ber xwe nedît û ez ketim erdê. [1214 aydogan_res] Herçî Mîtanî bû, wî dê baweriya xwe bi vê bersivê neaniya û her meraq bikira bê çi bi serê birayê wî hatibû ku birayê wî jê re nabêje. [1215 aydogan_res] Wî dê birayê xwe her di rewşeke acizbûyî, an jî liberketî de bidîta. [1216 aydogan_res] Ji ber vê yekê, ew ê têbigihişta ku tiştin ji wî têne veşartin û nayên gotin. [1217 aydogan_res] Di ber re jî ew ê bêtir li ber birayê xwe biketa û ji bo ku dilê wî xweş bike, wî dê betir hewil bidaya xwe. [1218 aydogan_res] Ji kuştina birayê wan î mezin Seydo û heta wê rojê, ji xwe di navbêra herdu birayan de nêzîkbûn û hezkirineke mezin peyda bûbû. [1219 aydogan_res] Vê rewşa nuh, dê ew bêtir bi hevdu girê bidana, hezkirina wan xurttir bikira. [1220 aydogan_res] Mîtanî dê Robîn her têxista şûna Seydo û hereketên wan bişibandana hevdu. [1221 aydogan_res] Ji ber vê yekê, wî dê di dilê xwe de, cihekî weha bidaya Robîn ku tu kesî nikarîbû lê bifikiriya. [1222 aydogan_res] »Bîranîyên min nenivîsîne, hinkes dibêjin qey dîrok e...«, Ahmet Tellî [1223 aydogan_res] Li malê şîv dihat xwarin. [1224 aydogan_res] Resûl Beg rahişt sênîka xwe û derbasî odeka din bû. [1225 aydogan_res] Hemû kufletê wî li hêwanê li ser sifreyê bûn. [1226 aydogan_res] Gelek caran weha dikir û li cem zarokên xwe rûnedinişt. [1227 aydogan_res] Herçî Resûl Beg bû, piştî kuştina lawê xwe, weke ku ji hemû dinyayê xeyidîbe, li cem tu kesî rûnedinişt. [1228 aydogan_res] Di vêya de, tesîra emeliyata qirika wî jî hebû. [1229 aydogan_res] Piştî emeliyata qansêrê, bê têlên dengan mabû û ji ber vê jî hew dikarîbû bipeyiviya. [1230 aydogan_res] Resûl Beg, ew mirovê ku di dema xwe de zilamekî li ser xwe, girs û qelew bû û gava ku li Diyarbekirê dimeşiya xelk ji ber wî radibûn ser piyan, bi carekê ketibû, lawaz bûbû. [1231 aydogan_res] Işaretên vê rewşê, dê xwe di roja kuştina lawê wî de xuya bikira û Resûl Begê ku gelek caran tengasî kişandibû, lê tu carî weha belengaz nebûbû, dê pişta xwe bidaya dîwarekî, serê xwe bera ber xwe bidaya û digel neçariya xwe ya li hember kuştina Seydo û kerba xwe, bi dizî bigiriya. [1232 aydogan_res] Resûl Beg ji malbateke mezin bû. [1233 aydogan_res] Kalikê wî, Silhedînê Mîrxo, berî şerê dinyayê yê yekem ku bi dû re dê sînor têxista nava merivên din, tevî çend malên xwe li deşta Diyarbekirê gundek kirîbû û li wira bi cih bûbû. [1234 aydogan_res] Di serî de, bi kar û barên xwe bala xelkê gişî kişandibû ser xwe. [1235 aydogan_res] Ji ber ku Silhedînê Mîrxo alimek bû, xelkê wê dorhêlê, xwe li wî girtibû. [1236 aydogan_res] Silhedînê Mîrxo û zarokên wî, piştî ku bi temamî bi cih bûbûn û dostaniya eşîrên cîran qezenc kiribû, ji bo ku şerên di nav eşîrên der û dorê de ku gelek mêr ji hev kuştibûn nemîne, heta jê hatibû hewil dabû û bi vî awayî gelek eşîr li hevdu anîbûn. [1237 aydogan_res] Ew bi xwe bûbû dostê Şêx Seîdê Pîranî jî û di nav wan de, hezkirineke mezin peyda bûbû. [1238 aydogan_res] Lê çi feyde, dilê Silhedînê Mîrxo li hember kuştina hevalê wî debar nekiribû û sekinîbû. [1239 aydogan_res] Bi dû mirina Silhedînê Mîrxo re, malbat hebekî ji hev belav bûbû û nexweşî ketibû nava wan û êşîrên cîran jî. [1240 aydogan_res] Kurê wî Elîxan Beg, nexwastibû dijîtiya nav eşîran kûr bibe. [1241 aydogan_res] Ji ber vê yekê, bi her eşîrekê re, bi awayekî dostanî danîbû. [1242 aydogan_res] Kirîvanî yek ji wan pêşîlêgirtinan bû. [1243 aydogan_res] Bi vî awayî, xwastibû pêşiyê li nexweşiya nav eşîran bigire û dostaniyê nuh bike. [1244 aydogan_res] Bi dû re, xweha xwe ji xwe re kiribû berdêlî û qîzek ji eşîreke cîran anîbû. [1245 aydogan_res] Wê gavê, eşîrên din jî hem ji bo xatirê Silhedînê Mîrxo û dostaniya wan a berê, hem jî ji bo hewildanên Elîxan Beg ên aştîxwaz, tevî hemû zilamên xwe hatibûn daweta wan û govend geş kiribû. [1246 aydogan_res] Resûl Begê kurê Elîxan Beg, hê di xortaniya xwe de, bi jîrîtiya xwe û bi hurmeta xwe ya li hember însanan, hezkirina herkesî qezenc kiribû. [1247 aydogan_res] Li gel çend deverên din, li medreseya Cizîrê jî xwendibû, Lê ji ber nexweşiya bavê xwe, dev ji medreseyê berdabû û ji ber ku umrê wî mezin bûbû, li ser daxwaza bavê xwe, bi keça Temîr Axayê dostekî Elixan Beg, bi Leylaya ku dê çar law bidana wî re zewicîbû. [1248 aydogan_res] Pez û dewarên wî nedihatin hejmartin. [1249 aydogan_res] Bi hezaran donim erdên wî hebûn. [1250 aydogan_res] Meriv pê disekinîn. [1251 aydogan_res] Li ber barê gelek mirovan radibû. [1252 aydogan_res] Hema ku mirov ketibe tengasiyekê û carekê berê xwe dabe gundê wî û xwe li wî girtibe, wê gavê nabûn tune bû. [1253 aydogan_res] Odeya wî hertim tije bû. [1254 aydogan_res] Li odeyê, qehweya tal tim û tim amade bû. [1255 aydogan_res] Gava mêvan dihat, şingîniya misînên qehweyê û hime hima zilaman û bêhna qehweya tahl tevî hev dibûn. [1256 aydogan_res] Vê adeta qehweya tahl jî bi destbirakê wî yê eskeriyê re ji beriya Mêrdînê hatibû gundê wî. [1257 aydogan_res] Û piştî ku destbirakê wî ji ber dijminatiyê û mehkûmiya ji ber wê, li ba wî sê salan mabû, êdî qehweya tahl bûbû perçeyekî jiyana gundê wî. [1258 aydogan_res] Lê rojekê, pêleke mîrata fesadiya eşîran hat û dostanî û aştî dan ber xwe û Resûl Beg ji ber kuştina du pismamên xwe, li hemberî eşîreke din mecbûrî birêvebirina şerekî eşîrî bû. [1259 aydogan_res] Dijminatiyê jiyana wan bi temamî guhertibû. [1260 aydogan_res] Êdî, nifşên nuh di nav dijminahiyê de mezin dibûn. [1261 aydogan_res] Bi hisên heyfhilanînê, bi kîn û nefreta li hember eşîra dijmin xwedî dibûn. [1262 aydogan_res] Wan û dijminê xwe ji salên şêstî û heta dema lihevhatinê, bi dehan mêr ji hevdu kuştibûn. [1263 aydogan_res] Bi dehan jin bî mabûn û bi sedan zarok jî sêwî… [1264 aydogan_res] Lê belê her ku dem di ser re diçe, civat tê guhertin û ev guhertin rengê minaqeşeyên nava malbatan diguherîne. [1265 aydogan_res] Zarokên xwende, xortên şiyar vê yekê bê mahne dibînin û tu carî nafikirin ku êdî rahêlin silehan û bera xortên eşîra din bidin. [1266 aydogan_res] Berê pesnê dijminatiya eşîran pir dihat dayin, lê di bin tesîra wê atmosferê de, mirovên eşîran bi xwe, xortên wan, keçên wan ji navê dijminatiya eşîran fedî dikir û dixwast rojekê beriya rojekê vî navî ji ser xwe biavêjin û pêvajoya telefbûna malbatan a bi vî awayî rawestînin. [1267 aydogan_res] Rîhsipiyên herdu eşîrên ku heta niha bi dijminatiyê hevdu mahf kiribû, piştî wan guhertinan û tecrubeyên salan jî bi ser de, xatirê xortan û camêrên herêmê neşikenandibû û nexweşiyeke mezin derman kiribû. [1268 aydogan_res] Piştî wê jî odeya wî ji berdêla fesadiya ku dijminahî kûr dikir, bûbû cihê minaqeşeyên pirsên cida. [1269 aydogan_res] Herroj mirovên cida, xortên nûhatî dihatin ba wî, minaqeşeya fikrî bi wan re dikir. [1270 aydogan_res] Carinan, du grûpên cida li ba wî li hevdu rast dihatin. [1271 aydogan_res] Wê gavê, gundî hemû li dora wan diciviyan û li minaqeşeya herdu grûpan guhdarî dikir. [1272 aydogan_res] Odeya wî, bûbû dibistaneke nû. [1273 aydogan_res] Şevbihêrkên wê bûbûn dersên balkêş û bifêde. [1274 aydogan_res] Lê, Resûl Beg her wê demê ji xortan re digot; »Lawo, piştî kurmanciya reş û zazakiya xweş hebin, hûn ji bo çi devê xwe xwar dikin û bi zimanekî din minaqeşeyê dikin. [1275 aydogan_res] Gundî ji we tiştekî fahm nakin.« Ji ber ku li odeya wî, heta wê gavê, ji derveyî memûrên dewletê û cendermeyên qereqolê, suhbet her bi kurdî bû. [1276 aydogan_res] Kurdî zimanê odeyê bû. [1277 aydogan_res] Lê, qeweta wî nedîgihişt ku vêya biguherîne, ji ber vê yekê, pêlê ew jî gundiyên wî jî dan ber xwe. [1278 aydogan_res] Tevî vê jî dilê wî qet ne rehet bû. [1279 aydogan_res] Dewran hat guhertin. [1280 aydogan_res] Pêleke xezebê hat bi ser wan de. [1281 aydogan_res] Pêleke din û pêleke din… Û wan xwe nema li ber girt. [1282 aydogan_res] Ji xwe, ji dema dijminatiyê û vir de, maleke wan li Diyarbekirê bû. [1283 aydogan_res] Ji ber vê yekê, Resûl Beg nîvgundî û nîvdiyarbekirî dihat hesibandin. [1284 aydogan_res] Piştî ku beriya ku Seydo bê kuştin bi şeş salan, leşker cara dawiyê hatin û li dewsa bênderan, hemû zilam li pêş çavên pîrekan şilf î tazî kirin û pêtiyê agirê ku bi xaniyan ket, di ezmanan re derket û dûmaneke şewatê ya reş ezmanê gundê wan bi temamî nixumand, êdî ji mecbûrî, biryara xwe da. [1285 aydogan_res] Heta wê gavê, bi zorê îdare kiribû. [1286 aydogan_res] Lê gava gundê wan bi temamî hat hilweşandin, cih û war li ber wan hat xerakirin û bi vî awayî kêr gihîşt hestî, wan jî wek gelek kesan, erdên xwe yên ji ber zilmê, bi salan nehatibûn çandin, li dû xwe hiştin û mala xwe ya mayî jî bi temamî bar kir û anî danî ser mala din. [1287 aydogan_res] Li Diyarbekirê jî li ber barên gelekan radibû. [1288 aydogan_res] Mala wî dîsa cihê suhbetê, cihê sitarê, cihê baweriyê bû. [1289 aydogan_res] Seydo hêdî hêdî bûbû sermiyan û kêfa Resûl Beg bi qasî dinyayekê jê re dihat. [1290 aydogan_res] Dora wî hertim qelebalix bû. [1291 aydogan_res] Seydo ne ji bo malbatê, lê herweha ji bo dora xwe jî bûbû hêviyek. [1292 aydogan_res] Û piştî barkirina wan bi şeş salan, xezeba tarîtiyê bûbû du gule û xwîna sor herikandibû. [1293 aydogan_res] Bi dû kuştina lawê wî yê mezin Seydo re, piştî çend tehlîlan doktoran biryara emeliyatê dabû. [1294 aydogan_res] Wî çi qasî li ber xwe bidaya jî dê bi zora zarokên xwe, li Enqereyê du emeliyatên ku dê ew pênc mehan ji welêt bi dûr bixista û heta dawiya umrê wî tesîr li wî bikiraya, bihatana kirin. [1295 aydogan_res] Û bi vî awayî, Resûl Beg dê bibûya nîvzilam. [1296 aydogan_res] Ew zilamê li ser xwe ku peyva wî li ba xelkê pere dikir û di dema xwe de, bi camêrtiya xwe ve dostaniya herkesî kezenc kiribû û xatirê wî li ba xelkê pir bû, niha fedî dikir ku bi zarokên xwe re şîvê bixwe. [1297 aydogan_res] Ew ê carinan bi zora kufletên xwe bihata ser sifreyê, lê dîsa jî ji ber ku ji wan fedî dikir, wî ê dev ji vê adeta xwe bernedaya. [1298 aydogan_res] Kêfa wî bi tenê ji tiştekî re dihat. [1299 aydogan_res] Gava zarokên xwe yên mayî bi hevdu re didîtin, ev kêf di dilê xwe de his dikir. [1300 aydogan_res] Wê gavê, kêfa wî ewqasî dihat, tu nedima ku ji kêfan bask pê şîn bihatana û bifiriya. [1301 aydogan_res] Niha, her çi qasî zarokên wî dikarîbû bi serê xwe bijiyana jî wî hê xwe li hember wan berpirsiyar his dikir û digot qey heke ew nebe, ew ê zarokên wî ji hevdu bela wela bibin û nema bikaribin bi ser hev de werin. [1302 aydogan_res] Wî çi bixwastaya, tavilê dihat ber wî. [1303 aydogan_res] Zarokên wî nedihişt, ew destê xwe di ava sar û germ de dake. [1304 aydogan_res] Carinan, Robîn ji bo ku li malê aciz nebe, ew bi xwe re derdixist derve û digerand jî. [1305 aydogan_res] Carinan jî ew û bermaliya xwe Leyla Xanimê bi hev re derdiketin û li bajarê ku wan ê tu carî jê hez nekira digeriyan. [1306 aydogan_res] Ji ber ku bi zimanên wan nizanîbû û xwe dûrî wan didît, zêde nediçû qehwexaneyên ixtiyaran yên nêzîkî mala xwe jî. [1307 aydogan_res] Ji ber şerwal û êlegê wî, carinan hin zilamên ku wî ew nas nedikirin jî silav didanê. [1308 aydogan_res] Gava derdiket derve, yên ew bidîtaya, ew nas nekira jî ji meşa wî û niherînên wî dizanîbû, bê wî çi qasî derd kişandiye. [1309 aydogan_res] Li malê, ji bo wî odekek hatibû veqetandin. [1310 aydogan_res] Teyba ku wî bi xwe ji welêt anîbû, li odeyê hatibû danîn. [1311 aydogan_res] Di wan rojên wî de, teyba wî û kasetên wî yên şixulê dengbêjan, ji wî re bûbûn heval. [1312 aydogan_res] Zimanê wî çepikên wî bûn. [1313 aydogan_res] Bi çepikan bangî yên dora xwe dikir û bi piste pistan derdê xwe bi zorê bûya jî bi wan dida fahmkirin. [1314 aydogan_res] Ew zilamê ku bi peyveke wî eşîrek radibû ser pêyan, bûbû mîna zarokan êdî. [1315 aydogan_res] Ji tiştê herî piçûk jî dikarîbû kêfek werbigirta û li çepikan bixista. [1316 aydogan_res] Piştî şîvê, Robîn rabû çû odeka wî ku ji wî re bibêje »were çayê vexwe.« Deriyê odeka wî, weke hercar girtî bû. [1317 aydogan_res] Guhê xwe da derî û guhdarî kir. [1318 aydogan_res] Ji hindur dengê kilamekê dihat. [1319 aydogan_res] Têgihişt ku bavê wî dîsa li ber teybê rûniştiye. [1320 aydogan_res] Belkî sed kasetên wî yên weha hebûn. [1321 aydogan_res] Çi yên ji welêt anîbûn, çi yên ku bi dû re jê re hatibûn şandin, çi yên ku heval mevalên Mîtanî ji wî re dianîn… [1322 aydogan_res] Robîn derî vekir û ket hindur. [1323 aydogan_res] Resûl Beg bi wî nehisiyabû. [1324 aydogan_res] Li ber kilamê ji ser hişê xwe çûbû û xwe li gora dengê dengbêj kil dikir. [1325 aydogan_res] ... erê lo lo, erê lo lo lo çeleng û xortê eşîra Mîr Izedîno, lo lo lo siwarê gundê mino ma çawa bû ku tu bi tena serê xwe û destvala di nava eşîra dijminê xwe de mayî, lo lo de lehengê dilê mino lo berdilkê keçikên gundê mino, aaax ay... [1326 aydogan_res] Dengê dengbêj li odeka nîvtarî belav dibû. [1327 aydogan_res] Robîn li dora bavê xwe zivirî û hat li pêşiya wî sekinî. [1328 aydogan_res] Beyî ku tiştekî bibêje, li wî niherî. [1329 aydogan_res] Serê Resûl Beg di ber wî de bû. [1330 aydogan_res] Robîn li ber wî daqûl bû. [1331 aydogan_res] Digel ku dizanîbû, bê ew ê çi bibîne jî serê xwe xwar kir û li ruyê wî niherî û got: [directspeech aydogan_res] Tu çi dikî, bavo? [1332 aydogan_res] Deng ji Resûl Beg derneket. [1333 aydogan_res] Gava Robîn çavên wî yên sorbûyî ku li jêrê diniherîn dîtin, têgihişt. [1334 aydogan_res] Resûl Beg digiriya. [1335 aydogan_res] Robîn bavê xwe careke din di vê rewşê de dîtibû. [1336 aydogan_res] Roja kuştina Seydo jî li ber derî weha rûniştibû û bi dizî giriyabû. [1337 aydogan_res] Vê carê jî eynî mîna wê carê, weke zarokekî ku hinek li ber çavên wî tahdeyê li bavê wî bikin û ew nikaribe bavê xwe xelas bike, qeherî û bêhna wî teng bû. [1338 aydogan_res] Dilê wî ji ber hêrsa wî rabû û daket. [1339 aydogan_res] Çavên wî ji nişka ve sor bûn. [1340 aydogan_res] Kesereke kûr kişand. [1341 aydogan_res] Bîstikekê li hemberî hev bê deng rûniştin. [1342 aydogan_res] Resûl Beg ji bo ku Robîn bi giriyê wî nehise, serê xwe ranekir. [1343 aydogan_res] Robîn jî weke ku hayê wî ji giriyê Resûl Beg tune be, hereket kir. [1344 aydogan_res] Resûl Beg jî dizanîbû ku Robîn bi wî hisiyaye, lê belê ne wî û ne jî Robîn ji kesî re behsa vî giriyî kir. [1345 aydogan_res] Bi dû re Robîn destê xwe dirêj kir û teyb girt. [1346 aydogan_res] Dengê kilamê biliya. [1347 aydogan_res] Rabû ser xwe û got: [directspeech aydogan_res] Heke tu dixwazî çayê vexwî… [1348 aydogan_res] Hew deng ji wî hat. [1349 aydogan_res] Kela girî xwe li qirika wî jî girtibû. [1350 aydogan_res] Dengê wî dilerizî. [1351 aydogan_res] Rewşa wî, bala Resûl Beg jî kişandibû. [1352 aydogan_res] Ji bo ku lawê wî nekeve ber fediyê, hewil da xwe û beyî ku serê xwe rake, aliyê derî nîşan da û destê xwe mîna ku bixwaze tiştinan bibêje kil kir. [1353 aydogan_res] Resûl Beg piştî ku hebekî hat ser xwe, hêdî hêdî rabû, çû destmêj girt. [1354 aydogan_res] Bi dû re hat û li odeka xwe, di tariyê de limêj kir. [1355 aydogan_res] Ancax piştî limêjê, hat hêwanê. [1356 aydogan_res] Ew û Robîn weke ku bîstika din, hevdu di wê rewşê de nedîtibe, weke ku tiştek nebûbe, tev geriyan. [1357 aydogan_res] Ji bo ku hevdu nexin ber fediyê, li hev jî neniherî. [1358 aydogan_res] Qedeha çayê di destê Robîn de, beyî ku bizanibe bê li kîjan kanalê temaşe dike, li televîzyonê diniherî. [1359 aydogan_res] Resûl Beg çû li ser yanê rûnişt û li benda çayê ma. [1360 aydogan_res] Xuya bû ku dîsa aciz bûbû. [1361 aydogan_res] Kulên dilê wî careke din tev rabûbûn. [1362 aydogan_res] Her gava ku bi tenê bimaya, hema diket odeka xwe û derî li ser xwe digirt û li ber teyba xwe rûdinişt. [1363 aydogan_res] Ne ev kasetên kilamên dengbêjan jî bûna, Resûl Beg belkî dê ji qehran biheliya û bimira. [1364 aydogan_res] Ew kilam û stranên ku wî lê guhdarî dikir, welatê wî yê jihevbelavbûyî, warê wî yê ku niha nikare tevî zarokên xwe vegerê û tê de bistire; miriyên wî, bîraninên wî yên zaroktî û xortaniyê ku li deşta Diyarbekirê û kolanên bajêr ên dîrokî derbas bûbûn, dianîn bîra wî. [1365 aydogan_res] Her ku weha dibû jî ji ber neçariya xwe digiriya û bi dizî serê xwe li dîwaran dixist. [1366 aydogan_res] Ew hêrsa ji cerga ku bi xwe dizane di dilê wî de dikeliya, niha ji hercar xerabtir bûbû. [1367 aydogan_res] Mehabadê çayek sivik dagirt û anî danî ber wî. [1368 aydogan_res] Resûl Beg gulpek ji çaya xwe vexwar û weke ku hê jî li wê kilama bîstika din guhdarî dikir, di hindurê xwe de, pê re digot: [1369 aydogan_res] ... erê lo lo, erê lo lo jîrikê gundê mino, lo lo şêrê eşîra mino, lo lo go bi tenê ev hal tê serê mêra, lo lo lawo ji dawiyê de li te xist û termê te veşart, lo lo û erê lo lo, ez hê divêm tu ê rojekê werî lo lo û ax mîrê mino lo lo û ax li mino aaax ay... [1370 aydogan_res] Piştî çendekî, nivînên wan hatin danîn. [1371 aydogan_res] Herkes çû ket nava nivînên xwe û ji derveyî odeka Mîtanî, hemû lempeyên malê tefiyan. [1372 aydogan_res] Mîtanî li ser piyan sekinîbû û bi jina xwe re dixeyidî. [1373 aydogan_res] Resûl Beg li odeka kêleka wan, ji kerban, mîna karkerekî ku ji sibehê heta êvarî xebitîbe û westiyabe di xew re çûbû. [1374 aydogan_res] Leyla Xanimê li cem mêrê xwe Resûl Begê pal dabû û li dengê wan guhdarî dikir. [1375 aydogan_res] Bûka wan, keça pismamê Resûl Beg bû. [1376 aydogan_res] Du meh berê hatibû. [1377 aydogan_res] Dilê Leyla Xanimê bi ser xwarziya wê Gulperiyê de bû. [1378 aydogan_res] Hertim digot ku Gulperî wek gulekê ye û jina malan e. [1379 aydogan_res] Lê piştî dîtibû ku Resûl Beg behsa keça pismamê xwe dike, hew wêrîbû ji wî re behsa ya dilê xwe bike. [1380 aydogan_res] Leyla Xanim ji serî de, ji merivên Resûl Beg hez nedikir. [1381 aydogan_res] Ev kîn ji berê de, di dilê wê de hebû. [1382 aydogan_res] Çil sal berê, gava ku bi Resûl Beg re zewicîbû, merivên Resûl Beg ji bo ku ji nav merivên xwe jinek neanîbû, dilê xwe ji wî girtibû û ji bo ku bûbû sedema jihevbidûrketina wan û Resûl Beg jî bi çavên dijminatiyê li Leyla Xanimê niherîbû. [1383 aydogan_res] Ji lewre, gava ku ji wê hatibû pirsîn, bê ka li ser Binevşê, keça pismamê Resûl Beg, çi dibêje, wê beyî dilê xwe gotibû »baş e, ne xerab e.« [1384 aydogan_res] Ji wê rojê de, bala herkesî kişandibû. [1385 aydogan_res] Xwasteka wê di dilê wê de mabû. [1386 aydogan_res] Lê, wê tu carî ya dilê xwe ji kesî re negotibû. [1387 aydogan_res] Hê jî gava ku dengê Mîtanî û Binevşê dihat wê, ji xwe re digot: [directspeech aydogan_res] Heke bi ya min bikiraya, ew ê baştir bûbûya. [1388 aydogan_res] Leyla Xanim piştî ku weke hercar dengê sîleyên Mîtanî û nalînên Binevşê bihîstin, çavên xwe bi rehetî birin ser hev û raket. [1389 aydogan_res] Sibehê zû, gava bi xwe bihisiya, dê bidîta ku bûka wê berî wê rabûye û firaxan dixe mekîneyê. [1390 aydogan_res] Binevşê dê ji aliyekî jî taştê amade bikira. [1391 aydogan_res] Bes, Leyla Xanim weke navê xwe dizanîbû ku ew ê du rojên din dîsa bihata guhertin û bibûya weke berê. [1392 aydogan_res] Ji lewre, gava piştî şevên weha, ew di medbexê de didît, di ber xwe de dikeniya. [1393 aydogan_res] Dengê şerê Mîtanî û Binevşê çûbû Robîn jî. [1394 aydogan_res] Hew carinan, gava Mehabadê gazindên xwe yên di vî warî de bi wî dikirin û ji ber wan gazindan aciz dibû, bi Mîtanî re dipeyivî. [1395 aydogan_res] Ji derveyî wê, elaqa xwe bi wan nedianî. [1396 aydogan_res] Wê şevê jî gava ku dengê şerê wan bihîst, bêhna wî teng bû. [1397 aydogan_res] Ji xwe, xew neketibû çavên wî. [1398 aydogan_res] Nivînên xwe li balqonê danîbû. [1399 aydogan_res] Enîşkên xwe ji serê xwe re kiribûn destek û veketibû, li ezmên diniherî. [1400 aydogan_res] Şev bi qasî ku mirov dikarîbû bifikiriya tarî bû. [1401 aydogan_res] Hêyv li jorê, mîna sênîkeke zîvî xuya dikir. [1402 aydogan_res] Li nêzîkî hêyvê, du stêrkên piçûk yên li cem hev diçirisîn. [1403 aydogan_res] Ji wan gelekî bi dûr, li aliyê rojava, stêrkek ku ji wan ên din hebekî mezintir, xuya dibû. [1404 aydogan_res] Dengê çirçirkan dihat. [1405 aydogan_res] Bayekî hênik jî pê re xwe li wî digirt. [1406 aydogan_res] Herçî Robîn bû, giriyê bavê wî hê ji bîra wî neçûbû. [1407 aydogan_res] Ji ber wê, heta ku çavên wî ji xweber çûn ser hev jî li bavê xwe û aciziya wî difikirî. [1408 aydogan_res] Gava ku li xwe hay bû, li kolaneke dirêj û tarî bû. [1409 aydogan_res] Wî tu carî ev kolan nedîtibû. [1410 aydogan_res] Her dever tarî bû û li der û dorê tu deng jî tune bû. [1411 aydogan_res] Ji nişka ve dengek hatê û tirsek ket dilê wî. [1412 aydogan_res] Zilamek ji kuçeya pêşiya wî derket û di nav wê tariyê de, ber bi jorê ve baz da. [1413 aydogan_res] Du zilamên din jî li wira xuya bûn û da pey wî zilamî. [1414 aydogan_res] Çav li Robîn neketibûn. [1415 aydogan_res] Robîn çi qasî xwast ku vegere û xwe ji wira bi dûr bixîne jî bi awayekî bêhişî bi aliyê wan de diçû. [1416 aydogan_res] Zilamên ku bera pey yê din dida, gelekî girs bûn û pir bi lez baz dida. [1417 aydogan_res] Piştî bîstikekê, di neqe bekê re bihurîn û wenda bûn. [1418 aydogan_res] Gava ku Robîn gihîşt serê neqebê, dît ku ew zilamê di pêşiyê de direviya li erdê ketiye û herdu zilamên din, bi silehên destên xwe lê direşînin. [1419 aydogan_res] Canê wî dikin serad. [1420 aydogan_res] Zilamê li erdê, bi her guleyekê, carê ji erdê hilor dibû û dîsa diket. [1421 aydogan_res] Dengên silehan û qêrînên zilêm, tev li hev dibûn û li der û dorê belav dibûn. [1422 aydogan_res] Herdu zilamên ku cercûrên xwe di mêrik de vala kirin, hingî dilê wan rehet nedibû, bi awayekî hêrsbûyî bi pehînan jî li wî dixist. [1423 aydogan_res] Robîn jî nizanîbû bê çima, lê di dilê xwe de his kir ku ew zilam dijminê wî bi xwe ne jî û ger ew têkeve destê wan, ew ê wî jî bidin ber guleyan û bêrîkan di canê wî de vekin. [1424 aydogan_res] Ji bo ku zilam çav li wî nekevin, xwe bi lez da ser hev û avêt paş neqebê û pişta xwe da dîwêr. [1425 aydogan_res] Di nav xwêdanê de mabû. [1426 aydogan_res] Newêrîbû serê xwe ji neqebê derxistaya. [1427 aydogan_res] Dora wî tarî bû. [1428 aydogan_res] Mîna ku her dever bi rengê reş hatibe boyaxkirin, tu tişt xuya nedibû. [1429 aydogan_res] Robîn digot qey ew ê aniha hinek ji nav tariyê derkevin û xwe biavêjin ser wî û wî bifetisînin. [1430 aydogan_res] Dilê wî dikir gupe gup. [1431 aydogan_res] Ji gupîna dilê wî, sînga wî jî bi lez radibû û dadiket. [1432 aydogan_res] Weke ku di bin barana zivistanê de mabe û bi tayê ketibe, diricifî. [1433 aydogan_res] Çavên wî dikira ji serê wî baz bidaya. [1434 aydogan_res] Ruyê wî zipîzer bûbû. [1435 aydogan_res] Tu nemabû ku biketaya û bimiraya. [1436 aydogan_res] Wî ê jî bi dû re ji xwe re bigotaya : [directspeech aydogan_res] Ez tu carî ewqasî netirsiyabûm. [1437 aydogan_res] Piştî ku dengê silehan hat birîn, Robîn ji bo ku der û dorê qontrol bike, xwe hişk bi dîwêr girt û bi tirs serê xwe ji paş neqebê dirêj kir. [1438 aydogan_res] Ji meytê zilêm pê vê, tu tişt ne xuya bû. [1439 aydogan_res] Bi dû re dît ku pîrekek ji kuçeyekê bi bazdan hat û xwe avêt ser termê zilêm. [1440 aydogan_res] Çongên xwe dan erdê û bi hutikan li sînga xwe xist û qêriya. [1441 aydogan_res] Robîn ew jinik jî nas nedikir, lê dizanîbû ku jina wî zilamê kuştî ye. [1442 aydogan_res] Wê gavê, meytê Seydo hat bîra wî û weke ku ji nişka ve kêrek li ser dilê wî bikeve, dilê wî êşiya û dev li lêva xwe kir. [1443 aydogan_res] Mirov digot qey kuştina Seydo jî eynî weha bûbû. [1444 aydogan_res] Wî kuştina Seydo nedîtibû, lê aniha didît. [1445 aydogan_res] Digel ku Seydo azib bû jî Robîn tê derxist ku ew meyt yê Seydo ye. [1446 aydogan_res] Bi dû re, ew ê jî li vê zanebûna xwe ecêbmayî bimaya û ji xwe re bigotayaya: [directspeech aydogan_res] Min jî nizanîbû, bê ev ji kû hate bîra min. [1447 aydogan_res] Robîn pişta xwe dîsa da dîwêr û weke ku bêhna wî hebekî hatibe ber wî, xweziya xwe daqurtand û çavên xwe girtin û vekirin. [1448 aydogan_res] Hew mabû ku gava xwe biavêje û derkeve û bireve, lûleyeke cemîdî di cênîkê xwe de his kir. [1449 aydogan_res] Di cihê xwe de mat ma. [1450 aydogan_res] Tu nemabû ku dilê wî bisekiniya. [1451 aydogan_res] Zilamekî ruyê wî nexuyayî li ber wî sekinîbû û devançeya xwe bi cênîkê wî ve zeliqandibû. [1452 aydogan_res] Zilam ne diliviya, ne jî tiştek digot. [1453 aydogan_res] Robîn dizanîbû ku ji şûna xwe bilive, zilam dê guleyan di pey hev re bera serê wî bide. [1454 aydogan_res] Seqemekê xwe li canê wî girt. [1455 aydogan_res] Weke ku li benda guleyê bisekine, çavên xwe hişk girtin û situyê xwe kişand hindur. [1456 aydogan_res] Nikarîbû, ne bang bikiraya, ne jî bireviya. [1457 aydogan_res] Digel ku Robîn ew nedidît jî dîsa bi wî awayê ecêbmayî, dizanîbû ku zilêm tiliya xwe daniye ser lingê wê û dike bikişîne. [1458 aydogan_res] Zilêm ling kişand û sekinî. [1459 aydogan_res] Şerqîniya hesin hatê. [1460 aydogan_res] Wê şerqîniya ku ji lingê debançeyê derket, di nav bêdengiya tariya der û dorê de olan da û belav bû. [1461 aydogan_res] Xwîna ku di damarên Robîn de diherikî, bi carekê mîna ku qeşa girtibe, sekinî. [1462 aydogan_res] Bi dû re, wî ê jî ji xwe re bigotayaya: [directspeech aydogan_res] Nayê bîra min ku ez tu carên din ewqasî nêzîkî mirinê bûbûm. [1463 aydogan_res] Dengê melayekî hat wî. [1464 aydogan_res] Mirov digot qey ji her aliyî eynî deng tê. [1465 aydogan_res] Azaneke dûdirêj ku gotinên wê tu carî nebihîstibû… Robîn têgihişt ku ew azan li ser wî tête xwendin. [1466 aydogan_res] Melê azan neqedand. [1467 aydogan_res] Robîn carekê hewil da xwe û gavek avêt. [1468 aydogan_res] Gava xwe di valahiyê de avêtibû. [1469 aydogan_res] Mîna ku mirov bibêje qey hindik maye ku mirov di newalekê de wer bibe, di cih de, xwe hişk bi nivînên xwe ve girt. [1470 aydogan_res] Bi dû re, gava ku lê hay bû, dît ku lingê xwe beyî îradeya xwe li betaniya xwe xistiye. [1471 aydogan_res] Bêhna xwe bi rehetî berda û dîsa xwe dirêj kir. [1472 aydogan_res] Destê xwe da eniya xwe. [1473 aydogan_res] Eniya wî xwê dabû. [1474 aydogan_res] Dinya rohnî bûbû. [1475 aydogan_res] Roj derketibû. [1476 aydogan_res] Ji derve, dengê erebeyan dihat. [1477 aydogan_res] Ji xaniyê ser wan jinikeke ku dengê wê bi Robîn qet nexweş bû, lê tevî vê jî hema her sibeh jî dengê wê dibihîst, derketibû balqonê û bi wî dengê xwe yê ku mirov digot qey hinan pê li teriya wê kiriye, bangî lawê xwe yê li hewşê dikir. [1478 aydogan_res] Ji xwe dengê wê ne bes bû, îcar dengê giriyê lawê wê jî bi ser de. [1479 aydogan_res] Gava herdu deng digihîştin hevdu, îmana Robîn dihat serê bêvila wî. [1480 aydogan_res] Robîn bi dengê jinikê mahdê xwe tirş kir û xeber ji wê re da. [1481 aydogan_res] Xwe bi ser kêlekê de xwar kir û ji bo ku wê bi qîrqîra xwe herkes aciz dikir, lahnet li wê anî. [1482 aydogan_res] Kabûsê xwe ji bîr kiribû. [1483 aydogan_res] Di ber xwe de kire ufe uf. [1484 aydogan_res] Her deverê laşê wî diêşiya. [1485 aydogan_res] Ev êşa ku carinan gava mirov ji xew radibe, xwe li laşê mirov digire û dike ku mirov hema ji xwe re vekeve û tiraliyê bike, piştî her kabûsekî weha, xwe li laşê wî jî digirt. [1486 aydogan_res] Dengên kevçî û qedehan ji hindur dihatin. [1487 aydogan_res] Xuya bû dîsa yekê beyî dilê xwe taştê amade dikir. [1488 aydogan_res] Ji dengên ku derdixistin, eşkere dibû ku ew kes pir hêrs bûye. [1489 aydogan_res] Çawa mirov ji qazî, kevçî û sênîkan li hev bixe, wê jî eyn weha dikir. [1490 aydogan_res] Bi dû re, dengê avê hat. [1491 aydogan_res] Deriyê daşirê vebû. [1492 aydogan_res] Leyla Xanima ku milên xwe heta enîşkan hil kiribûn û hê jî av ji dest û ruyê wê diniqutî, ji daşirê deriket. [1493 aydogan_res] Gava ber bi hêwanê ve meşiya, carekê berê xwe da medbexê, di ber xwe de keniya û serê xwe kil kir. [1494 aydogan_res] Rahişt sucdeyê û li ber xwe, li erdê raxist. [1495 aydogan_res] Leçeka serê xwe rast kir. [1496 aydogan_res] Herdu tiliyên xwe yên girdekê birin binê nermikên guhên xwe û di ber xwe de tiştin gotin. [1497 aydogan_res] Bi dû re, destên xwe li ser sînga xwe danîn ser hev û tiştin din gotin. [1498 aydogan_res] Destên xwe birin ser çongên xwe, xwe daqûl kir û dîsa rabû. [1499 aydogan_res] Eynî hereket dubare kir, lê vê carê çû sucdê û rûnişt. [1500 aydogan_res] Di ber xwe de jî her dia dixwendin. [1501 aydogan_res] Piştî ku rik’eta duyem jî qedand û li ser herdu milên xwe bi dorê zivirî û silav da, serê sucdeya xwe lê qulipand û destên xwe vekirin. [1502 aydogan_res] Vê carê, di ber xwe de gelek tişt gotin û dengê xwe jî piçekî rakir. [1503 aydogan_res] Bi dû re, destên xwe birin ruyê xwe, ruyê xwe mist da û rabû ser xwe. [1504 aydogan_res] Leyla Xanim rahişt tizbiya xwe û hat hêwanê, di kêleka nivînên zarokan re derbas bû û çû li ser yanê rûnişt. [1505 aydogan_res] Libên tizbiyê yek bi yek dikişand û di ber re jî tişt mişt digotin. [1506 aydogan_res] Leyla Xanim piştî ku dîsa destên xwe vekirin, hin dia xwendin û ruyê xwe dîsa mist da, rabû çû medbexê û li sifreya ku Binevşê datanî niherî. [1507 aydogan_res] Binevşê ji bo ku têkeve çavê wê, weke ku li wê hay nebûbe, mîna pîrekên giran ku gava karekî dikin li tu tiştekî din nafikirin, bala xwe bêtir da karê xwe. [1508 aydogan_res] Û vê carê, tu deng ji kevçî û sênîkên wê jî derneket. [1509 aydogan_res] Binevşê piştî ku zarokên din jî rabûn û nivînên xwe hilanîn, sifreyeke mezin anî û li orta hêwanê raxist. [1510 aydogan_res] Tişt miştên din jî hêdî hêdî anîn û li ser sifreyê bi cih kirin. [1511 aydogan_res] Bi dû re, çû Mîtanî jî şiyar kir û heta ku wî serçavê xwe şuşt, destmaleke spî û paqij di dest de li benda wî sekinî. [1512 aydogan_res] Robîn her ku ew di vê rewşê de didît, bi awayekî ecêbmayî li wê temaşe dikir. [1513 aydogan_res] Bes tu carî tesîra lêxistina Mîtanî, zêdeyî sê-çar rojan dewam nedikir. [1514 aydogan_res] Ew jî hew gava ku Mîtanî li malê bû, yan jî xwesa wê bala xwe didayê, welê bû. [1515 aydogan_res] Piştî ku Mîtanî diçû kar jî dîsa diket odeka xwe û mîna ku xeyidî be, heta êvarî kesî ruyê wê nedidît. [1516 aydogan_res] Nedihat firavîn jî bi yê malê re nedixwar. [1517 aydogan_res] Gava ku birçî dibû, weke ku bi dizî tiştekî bike, diket medbexê û bi tena serê xwe xwarin dixwar. [1518 aydogan_res] Ji her du-sê rojan carekê jî telefonî mala bavê xwe dikir û ji bo ku li gund herkes behsa wê û rehetiya wê bike û xweziya xwe bi dilê wê bîne, digot »yeka min nabe dudu, ez wek siltana me.« [1519 aydogan_res] Piştî demekê, wê jî bawerî bi van derewên xwe dianî û ji xwe re digot qey bi rastî jî bûye siltan û gava ku diketin odeka xwe, dek li mêrê xwe dikir û jê re digot: [directspeech aydogan_res] Ez li hindur pir aciz dibim. [1520 aydogan_res] Welehîn, hema ez dibêjim qey ez dikim bifetisim. [1521 aydogan_res] Ma ka tu ê min çiçax bibî bigerînî? [1522 aydogan_res] Wê gavê, Mîtanî têdigihişt bê derdê wê çi ye û ji ber vê yekê, ji wê re digot: [directspeech aydogan_res] Zarok jî li malê aciz dibin. [1523 aydogan_res] Rojekê, em ê giş bi hevdu re derkevin û biçin seyranê. [1524 aydogan_res] Wê gavê tu ê jî ji xwe re bigerî û ew ê bêhna te fireh bibe. [1525 aydogan_res] Gava Mîtanî weha digot jî ji ber ku bersiv ne li gora dilê wê bû, poşman dibû ku tiştekî weha gotibû. [1526 aydogan_res] Ji ber ku wê dixwast, mîna ku ji xwe re xeyal dikir, têkeve milê mêrê xwe û mîna yên di filîman de, heta nîvê şevê bi tena serê xwe bigerin. [1527 aydogan_res] Lê, ew ê ev xwasteka wê her di dilê wê de bimaya û jê re bibûya kul. [1528 aydogan_res] Ji ber ku Mîtanî dê tu carî ew bi xwe re nebira gerê û bi ya wê nekira. [1529 aydogan_res] Heta ku Mîtanî nehat, ew jî li ser sifreyê rûnenişt. [1530 aydogan_res] Meryem û Serdar jî li vê guhertina ku gelek caran dîtibû, ecêbmayî mabûn û beyî ku hayê Binevşê jê çêbibe, bi dizîka li hevdu û li Robîn diniherî û di ber xwe de dikeniyan. [1531 aydogan_res] Serdar xortekî şanzdehsalî û çeleng bû. [1532 aydogan_res] Porê xwe mîna yê Robîn bi paş de şeh dikir û mîna wî dimeşiya. [1533 aydogan_res] Ji bo ku têkeve çavê Robîn, çi hevalên wî yên keçik hebûna, dihat û ji Robîn re behsa hemûyan dikir. [1534 aydogan_res] Gava ku Robîn ne li malê bûya, diket pirtûkxaneya wî, navên pirtûkên nû ji ber dikirin, di rojnameyan de tişt miştên ku li ser wan hatibûn nivîsandin dixwendin û êvarî gava ku dihat malê, ji wî re digot. [1535 aydogan_res] Ji Robîn hînî xwendin û nivîsandina kurdî jî bûbû û ji bo ku bi wî re li ser wan têkeve minaqeşeyê, carinan pirtûk jî dixwendin. [1536 aydogan_res] Rojekê weke zilamê rastî, hatibû û ji Robîn re gotibû: [directspeech aydogan_res] Van rojan, pir behsa romana Homerosî dikin. [1537 aydogan_res] Tu dibêjî hêja ye ku mirov bixwîne, lo? [1538 aydogan_res] Robîn li hember vê gotinê, xwe negirtibû û têra xwe keniyabû. [1539 aydogan_res] Bi dû re jî ji bo ku wî nexe ber fediyê, kenê xwe bi zorê sekinandibû û jê re gotibû: [directspeech aydogan_res] Eferim ji te re. [1540 aydogan_res] Di pê wê re jî gotibû: [directspeech aydogan_res] Eferim eferim. [1541 aydogan_res] Bixwîne, helbet divê tu bixwînî. [1542 aydogan_res] Homeros çawa ne hêjayî xwendinê ye, malava! [1543 aydogan_res] Çend kesên ku mirov divê bixwîne hebin, yek ji wan jî ya Homeros e. [1544 aydogan_res] Serdar ji bo ku Robîn gotibû, roja din çûbû û rahiştibû berhemeke Homerosî. [1545 aydogan_res] Lê di ber re jî li ser wî kenê wî, ji xwe re gotibû: [directspeech aydogan_res] Ev Robîn jî hema henekên xwe bi mirov dike. [1546 aydogan_res] Herçî Robîn bû, kêfa wî pir ji van tevgerên Serdar re dihat. [1547 aydogan_res] Ji lewre, carinan mîna ku bi hevalekî xwe re bipeyive, bi wî re dipeyivî. [1548 aydogan_res] Serdar jî ji bo ku Robîn qîmet dida wî û ew dixist şûna hevalekî xwe, pir ji wî hez dikir û ji bo ku Meryem mîna ku ew ji Robîn hez dike ji wî hez bike, xwendin û nivîsandina kurdî hînî wê jî dikir. [1549 aydogan_res] Gava Robîn bihîstibû ku Serdar xwendin û nivîsandinê fêrî Meryemê dike, ecêbmayî mabû. [1550 aydogan_res] Ji bo vê, bi kêf pesinê wî dabû û dîsa ji wî re gotibû: [directspeech aydogan_res] Eferim Serdar. [1551 aydogan_res] Min nizanîbû ku tu ewqasî jîr î ha! [1552 aydogan_res] Helal be ji te re. [1553 aydogan_res] Herçî Meryemê bû, ji xwendinê hez nedikir, lê ji bo ku ji Serdar ditirsiya jî newêrîbû bigota »na« û bi ya wî dikir. [1554 aydogan_res] Keçikeke esmer û bejinzirav bû. [1555 aydogan_res] Sê salan ji Serdar piçûktir bû. [1556 aydogan_res] Çavin wê yên mîna çavên diya wê, gir û reş hebûn. [1557 aydogan_res] Herdu guliyên wê yên ku diya wê jê re dihûnandin, xwe ji ser herdu aliyên milê wê bera ser pişta wê dida. [1558 aydogan_res] Ji ber hatina wan a Stenbolê, dereng dest bi dibistanê kiribû. [1559 aydogan_res] Gava hê nû hatibûn, ji bo ku hevalên wê yên dibistanê henekên xwe bi wê kiribûn û ji wê re gotibûn »tu ji çiyê hatiyî » jî wê salê neçûbû dibistanê. [1560 aydogan_res] Lê gava dest bi dibistanê kiribû, bi jîrîtiya xwe tavilê bala mamosteyên xwe kişandibû û mamosteyên wê ew ji sinifa yekem derbasî sinifa duyem kiribû. [1561 aydogan_res] Gava Mîtanî ket hindur, herduyan jî ji tirsa, kenên xwe birîn û hatin ser sifreyê. [1562 aydogan_res] Kêfa Mîtanî weke ku do bi şev bi Binevşê re şer nekiribe, li cih bû. [1563 aydogan_res] Belkî jî wî dixwast weha xuya bibe. [1564 aydogan_res] Carê li saeta ku li dîwêr daliqiyabû diniherî û bi lez taştê dixwar. [1565 aydogan_res] Piştî taştê, ji bo ku biçin kar, wî û Mehabadê xwe amade kir. [1566 aydogan_res] Mehabad piçûka Mîtanî bû. [1567 aydogan_res] Ji Mîtanî bêtir bi ser malê de bû. [1568 aydogan_res] Pêdiviyên malbatê, nemaze jî yên Leyla Xanim û Meryemê li ser wê bûn. [1569 aydogan_res] Keçikeke xweşik û xwende bû. [1570 aydogan_res] Ji bo ku balê bikişîne, hewce nedibû ku xwe zêde bixemilîne jî. [1571 aydogan_res] Weke hercar, hema porê xwe ji paşiyê girê da, kirasê xwe rast kir û da tengala Mîtanî. [1572 aydogan_res] Berî ku derkevin, Mîtanî weke her sibehê, pere da diya xwe û bi dizî ji wê re got: [directspeech aydogan_res] Tu ê bide Robîn jî. [1573 aydogan_res] Belkî pereyên wî nemabin. [1574 aydogan_res] »yek ji wan hezkiriyên te ez bûma û min bikarîbûya di çavên te yên kilkirî de hêsirên xwe bidîtana...« [1575 aydogan_res] Robîn bilêtek avêt qutîkê û ber bi paldankên dawiyê ve meşiya. [1576 aydogan_res] Lê niherî ku ji derveyî ortê cih nîne, çû li paldankeke ortê rûnişt. [1577 aydogan_res] Otobus hema hema tije bû, ji derveyî du sê paldankan, cihê vala tune bû. [1578 aydogan_res] Robîn lênûska xwe vekir û bala xwe da nivîsekê. [1579 aydogan_res] Pênûsa xwe ji bêrîka xwe derxist, tiştek çixêz kir. [1580 aydogan_res] Bîstikekê, beyî ku tiştekî bike, sekinî û li nivîsê niherî. [1581 aydogan_res] Otobus li rawestgehê sekinî. [1582 aydogan_res] Deriyê pêşiyê vebû. [1583 aydogan_res] Keçikeke ciwan siwar bû. [1584 aydogan_res] Bilêt avêt qutîkê û zivirî, çavên xwe li cihekî gerandin. [1585 aydogan_res] Şifêrê otobusê li wê diniherî. [1586 aydogan_res] Şifêr, zilamekî bêvila wî xwar û pelixî bû. [1587 aydogan_res] Serê wî rût û çavên wî beloqî bûn û yek jî ji wan piçekî şaş bû. [1588 aydogan_res] Levên wî jî qalind û daliqiyayî bûn. [1589 aydogan_res] Ji paş wê bala xwe dayê û kesereke kûr kişand. [1590 aydogan_res] Bi dû re, bi hişkînî pê li bişkokê kir û derî girt. [1591 aydogan_res] Herçî keçik bû, pantolonekî kont î ku çîpên wê xweş zeft kiribûn, li xwe kiribû. [1592 aydogan_res] Li ser pantolon, tîşortekî reş lê bû ku zikê wê heta ser navikê li derve dihişt. [1593 aydogan_res] Porê wê heta ser milan dirêj bû. [1594 aydogan_res] Ruyê wê esmer î zirav î xweşik bû. [1595 aydogan_res] Bêvila wê piçekî ber bi jorê de rakirî bû. [1596 aydogan_res] Ne mimkun bû ku bala mirov nekişanda. [1597 aydogan_res] Lawikekî ku simbêlên wî yên zirav ji herdu aliyên lêvên wî berjêr dadiketin, gava ku çav li keçikê ket, xwe da ser hev û ziq li keçikê niherî. [1598 aydogan_res] Keçik di ber wî re derbas bû û hat li paldanka cem Robîn rûnişt. [1599 aydogan_res] Robîn hişk bi lênûska li ser çonga xwe girtibû û berê xwe bi camê ve kiribû. [1600 aydogan_res] Gava ku keçik li cem wî rûnişt, meraq kir û li wê niherî. [1601 aydogan_res] Ji nişka ve, weke ku bêhna wî biçike, çavên wî fireh bûn û heyecanekê dilê wî da ber xwe. [1602 aydogan_res] Gupîna dilê wî, ji guhên wî derdiket. [1603 aydogan_res] Tevzînokên germ xwe li canê wî girt. [1604 aydogan_res] Ji eniyê û paş situyê xwe his kir ku xwê dide. [1605 aydogan_res] Heta ku daket jî Robîn fedî kir ku li aliyê wê binere. [1606 aydogan_res] Wî digot qey xelk giş li wî dinerin û ji bo ku henekên xwe bi wî bikin li benda hereketeke wî ne; heke bizivire û li vê keçika xweşik ku kêleka wî rûniştiye binere, dê tiştekî xerab were serê wî û ew ê pir li ber bikeve. [1607 aydogan_res] Bêhna keçikê dihat wî û serê wî gej dikir. [1608 aydogan_res] Robîn bêhna xwe bi zorê distend û dikira ji ser hişê xwe biçûya. [1609 aydogan_res] Heta ku otobus gihîşt cihê ku ew ê dakeve, di nav pêlên heyecanê de gevizî û heliya. [1610 aydogan_res] Gava Robîn ji bo daketinê rabû ser xwe û ji bo ku keçik rê jê re veke, bi wê re bişirî, hewla wî têrê nekirê ku fediya xwe û sorbûna ruyê xwe veşêre. [1611 aydogan_res] Ji xwe, hingî bêhna wî çikiyabû, nikarîbû devê xwe vekira û peyvek jî bikira. [1612 aydogan_res] Gava ji keçikê bi dûr ket û hat, pê li bişkoka derî kir, hê sorbûna ruyê wî neçûbû. [1613 aydogan_res] Ancax piştî ku daket û otobus ji wî bi dûr ket, hê nû bêhna xwe berda û hebekî hat ser xwe. [1614 aydogan_res] Piştî daketina wî ya ji otobusê, keçika ku bîstika din li kêleka wî rûniştibû, ji bo ku cihê xwe xweş bike xwe bi aliyê camê de bir û li şûna Robîn rûnişt. [1615 aydogan_res] Wê gavê his kir ku lingê wê li kaxizekê ket. [1616 aydogan_res] Keçikê xwe daqûl kir û rahişt kaxiza spî ya li erdê, li ber lingê xwe. [1617 aydogan_res] Kaxiz anî ber çavên xwe û vekir. [1618 aydogan_res] Zêde guh nedayê. [1619 aydogan_res] Heta wê gavê jî tiştekî anormal pêk nehat; lê gava ku di têgihiştina nivîsa li ser kaxizê de zehmet kişand, vê carê bala xwe bêtir dayê. [1620 aydogan_res] Kir û nekir, tiştek ji nivîsê fahm nekir. [1621 aydogan_res] Li dora xwe niherî, got belkî hinek ji qazî weha dikin; lê gava dît ku herkes di halê xwe de ye, berê xwe da pencereyê û ponijî. [1622 aydogan_res] Piştî ku hebekî din jî fikirî lawikê bîstika din ku li kêleka wê rûniştibû hat bîra wê. [1623 aydogan_res] Erê erê, ev kaxiz hebe tune be, ji wî ketiye. [1624 aydogan_res] Ji ber ku lênûskek jî di destê lêwik de bû. [1625 aydogan_res] Gava ku nuh li cem wî rûniştibû bala xwe dabûyê. [1626 aydogan_res] Di dilê xwe de, dîsa got ku ev kaxez ji wî lawikî ketiye. [1627 aydogan_res] Lê di vê nivîsê de, çi tê gotin gelo? [1628 aydogan_res] Jê re bû meraq... [1629 aydogan_res] Dîsa kaxiz vekir û lê niherî. [1630 aydogan_res] Tiştê ku di kaxizê de hebû, helbestek bû; ji rêzikan tê derxistibû. [1631 aydogan_res] Ev ne bi tirkî hatibû nivîsandin, bi zimanekî din bû. [1632 aydogan_res] Di vê helbestê de, çi dihat gotin gelo? [1633 aydogan_res] Bi dû re, Robîn anî bîra xwe. [1634 aydogan_res] Wê ew gelek caran di otobusan de didît ku pirtûkan dixwîne, an jî tiştinan li lênûska xwe dinivîsîne. [1635 aydogan_res] Çend caran weha li hevdu jî niherîbû. [1636 aydogan_res] Gava ruyê wî anî ber çavên xwe û li kaxeza destê xwe ku meraq dixist dilê wê fikirî, meraqek li ser Robîn jî di dilê wê de şiyar bû. [1637 aydogan_res] Ji xwe re got »gava min ew dîsa dît, ez ê ji wî bipirsim, bê ka di vira de çi nivîsandiye,« û kaxiz pêça û xist bêrîka xwe. [1638 aydogan_res] Gulcanê rojên dinê her li Robîn geriya. [1639 aydogan_res] Dizanîbû ku Robîn li nêzîkî mala wan rûdinê, lê nizanîbû, bê ji kîjan rawestgehê li otobusê siwar dibe. [1640 aydogan_res] Ji ber wê, hema li rawestgeha nêzîkî mala xwe li benda otobusan disekinî û ji derve bi hêviya ku wî bibîne çavên xwe li hindurê otobusan di-gerandin. [1641 aydogan_res] Her gava ku li otobusekê siwar bibûya, berî ku têketa hindur, çavên xwe li wî digerandin. [1642 aydogan_res] Lê her ku rojek din bi ser diket, hêviya wê hindiktir dibû, pê re jî bala wê bêtir diket ser Robîn û jê re dibû kul. [1643 aydogan_res] Piştî wê rojê bi hefteyekê bû, Gulcanê êdî hêviya xwe birrîbû û çendekî jî ji bîr kiribû. [1644 aydogan_res] Lê hê jî beyî xwe li wî digeriya. [1645 aydogan_res] Robînê ku bi wendabûna helbesta xwe hisiyabû, lê nizanîbû bê li kû ji wî ketiye û zêde jî guh nedabû wendabûna wê helbestê, dîsa di otobusê de berê xwe dabû pencereyê û diponijî. [1646 aydogan_res] Dinya germ bû, hewa hindurê otobusê mirov gelekî aciz dikir. [1647 aydogan_res] Gava Gulcanê li otobusê siwar bû û çav li Robîn ket, ji nişka ve, mîna ku çav li hevalekî xwe ketibe, kêfa wê hat û ber bi wî ve meşiya. [1648 aydogan_res] Robîn di serî de, li wê hay nebûbû. [1649 aydogan_res] Lê piştî dît ku dîsa ew keçik ber bi wî de tê, heyecaneke eynî mîna wê rojê, dîsa xwe li wî girt. [1650 aydogan_res] Tevzînokên germ li paş stuyê xwe his kir. [1651 aydogan_res] Keçik bi serê lêvan bişirî û bi awayekî ku Robîn ecêbmayî bihêle, samîmî û bi çavên dawetkar lê niherî û bi dengekî nermik got: [directspeech aydogan_res] Merheba. [1652 aydogan_res] Herçî Robîn bû, hew dizanîbû, bê dê çi bikira. [1653 aydogan_res] Wî ev keçika ku berê jî carcaran di otobusê de didît, nas kiribû. [1654 aydogan_res] Lê tu carî bi hevdu re nepeyivîbûn. [1655 aydogan_res] Got qey ew ji berê de hevdu nas dikin, lê nayê bîra wî. [1656 aydogan_res] Bi lez fikirî. [1657 aydogan_res] Dest û lingên wî li hev geriyan. [1658 aydogan_res] Ket ber fediyê, lê nehişt ku keçik pê bihise û tavilê bersiva silava wê da: [directspeech aydogan_res] Merheba. [1659 aydogan_res] Herdu jî bi hev re bişirîn. [1660 aydogan_res] Robîn bêtir fedî kiribû û xwê dabû. [1661 aydogan_res] Bi dû re, bala xwe da porê wê. [1662 aydogan_res] Bi qasî ku dihat bîra wî, porê keçikê, berê dirêjtir bû. [1663 aydogan_res] Lê tiştê ku niha ew ecêbmayî hiştibû, ne ev bû. [1664 aydogan_res] Digel ku gelek paldankên din jî vala bûn, keçik hatibû li kêleka wî rûniştibû û silav jî dabûyê. [1665 aydogan_res] Gulcanê tavilê xwe da ser hev, ji bo ku vê fersendê ji dest nerevîne, hema bi lez li bêrîka xwe geriya, kaxizek ji bêrîka xwe ya dawiyê derxist û dirêjî Robîn kir. [directspeech aydogan_res] Ev çend roj in ku ez li te digeriyam. [1666 aydogan_res] Robînê ku ji xwe ecêbmayî mabû, bi vê peyvê çavên xwe qels kirin û bi tirs xwe da bende. [1667 aydogan_res] Di serî de, tiştê ku hat bîra wî, ew bû ku ev keçik ji bo tiştekî nebaş li wî digere. [1668 aydogan_res] Wî tiştek xerab bi vê keçikê nekiribû. [1669 aydogan_res] Na, heke ne weha be, ma ew ê çi karê wan bi hev re hebe..? [1670 aydogan_res] Keçikê dîsa li çavên wî niherî û dewam kir. [1671 aydogan_res] Robîn fedî dikir li çavên wê binere. [directspeech aydogan_res] Wê rojê, te ev kaxiz li şûna xwe hiştibû. [1672 aydogan_res] Belkî jî ji te ketibû, ez nizanim. [1673 aydogan_res] Lê min ew dît û gava min fahm kir ku ya te ye, min got belkî ez dîsa te bibînim û min veşart. [1674 aydogan_res] Ji aliyekî jî kaxiza di destê xwe de vedikir û ber bi wî ve dibir. [1675 aydogan_res] Robîn gava çav li kaxizê ket û nas kir, bêtir ket fediyê û tavilê rahiştê. [1676 aydogan_res] Piştî ku hebekî lê niherî, li wê zivirî. [1677 aydogan_res] Dîsa beyî ku li çavên wê binere, mîna ku di ber xwe de bipeyive, got: [directspeech aydogan_res] Ha! [1678 aydogan_res] Belê belê, ya min e. [1679 aydogan_res] Ji min ketibû. [1680 aydogan_res] Ez jî lê digeriyam. [1681 aydogan_res] Keçikê peyva wî birî. [1682 aydogan_res] Disa bi wî dengê xwe yê kubar û nermik, got: [directspeech aydogan_res] Min çi qasî lê niherî jî min tiştek jê fahm nekir. [1683 aydogan_res] Ji nişka ve, bêgengiyekê xwe li wan girt. [1684 aydogan_res] Robîn lal bûbû. [1685 aydogan_res] Hew dizanîbû, bê ê çi bigota. [1686 aydogan_res] Robîn helbest di dilê xwe de dixwend û hey li wê diniherî. [1687 aydogan_res] Nikarîbû tiştek bigota. [1688 aydogan_res] Xwe dabû benda wê. [1689 aydogan_res] Keçikê jî weke ku hertişt fahm kiribe, hew tiştek pirsîbû. [1690 aydogan_res] Carê li wî diniherî û bi dû re dîsa çavên xwe bi meraq dadigerandin ser kaxeza di destê wî de. [1691 aydogan_res] Robîn dê piştî wê, ji xwe re bigotaya: [directspeech aydogan_res] Ez ditirsiyam ku ji min bipirse, bê ka ev bi kîjan zimanî ye. [1692 aydogan_res] Lê, keçikê qet tiştek nepirsî. [1693 aydogan_res] ku bipirsiya jî min nizanîbû, bê min ê çi bersiv bidayê. [1694 aydogan_res] Carê, mîna ku ji wê helbestê têgihîştibe, di qoziya çavên xwe re li min diniherî. [1695 aydogan_res] Min dizanîbû ku têkîliya min û vê keçikê, bi wê demê ve girêdayî ye. [1696 aydogan_res] Ji lewre, min jî qet dengê xwe nekir û ez bi heyecan li benda wê mam. [1697 aydogan_res] Min nizanîbû, bê çi difikire jî. [1698 aydogan_res] Heke tiştek bigotaya, wê dê dilê min jî rehet bikiraya. [1699 aydogan_res] Ez him ditirsiyam, him jî min meraq dikir. [1700 aydogan_res] Bes, tiştek hebû ku divê ez li xwe mukir bihatama; kêfa min pir ji wê re hatibû û min nedixwast ku tiştê ez difikirîm, biqewimiya. [1701 aydogan_res] Tiştê ku Robîn jê ditirsiya, pêk nehat. [1702 aydogan_res] Bes heta ku dema daketina keçikê nehat jî dilê wî rehet nebû. [1703 aydogan_res] Gulcanê dê heta ku daketaya, nepeyiviya û carê li kaxiza di destê wî de biniheriya û biponijiya; carê jî dîsa di qoziya çavan re li wî biniheriya. [1704 aydogan_res] Bi dû re, bi awayekî ku ew ê Robîn jî bi dû re ji xwe re bigotaya, keçikê ji bo ku ew dîsa hevdu bibînin, dê civanek bidaya wî û daketaya: [directspeech aydogan_res] Ez ecêbmayî mam. [1705 aydogan_res] Ez sed salî bifikiriyama jî ev îhtîmal nedihat bîra min. [1706 aydogan_res] Ji ber ku yê min, ez li benda reaksiyoneke cidatir bûm. [1707 aydogan_res] Tu carî tiştekî weha bi serê min de nehatibû. [1708 aydogan_res] Keçik berî ku dakeve li min zivirî û got, »heke tu bixwazî, em hevdu bibînin.« Mirov digot qey her tişt ji berê de di serê xwe de plan kiribû û niha jî tedbîq dikir. [1709 aydogan_res] Ez aniha ji kê re bibêjim, bawer nake û ew ê henekên xwe bi min bike. [1710 aydogan_res] Ew ê ji min re bibêjin tu zêde li filîmên tirkî temaşe dikî. [1711 aydogan_res] Roja din, me hevdu dît. [1712 aydogan_res] Roja pey wê jî. [1713 aydogan_res] Hema ez dikarim bibêjim ku hindik mabû min evîn ji bîr bikiraya, ji nû ve ez hatim ser hişê xwe. [1714 aydogan_res] Piştî şeş salên min ên li Stenbolê, ev cara yekem bû ku min bi destê keçikekê digirt. [1715 aydogan_res] Baran dibariya, lê dinya ne sar bû; ji xwe li vî bajarî mirov nizane bê kengî dinya sar e û kengî germ e. [1716 aydogan_res] Gulcanê, dîsa wî etekê xwe yê reş û fireh ku dadiket heta ser çongan, li xwe kiribû. [1717 aydogan_res] Herdu guhên qutikê xwe yê belek ku bişkokên wî vekirî jî dîsa li ser nava xwe girê dabûn û zikê xwe heta navê li derve hiştibû. [1718 aydogan_res] Baranê tam li wan kiribû. [1719 aydogan_res] Şil û pil bûbûn. [1720 aydogan_res] Beyî ku guh bidin baranê, wan hevdu himbêz kiribû û dimeşiyan. [1721 aydogan_res] Di bin wê baranê de, ji wan pê ve tu kes li derve nemabû. [1722 aydogan_res] Li dûrî wan, di hindurê bufeyê de, zilamekî dengê teyba xwe rakiribû û li muzîkê guhdarî dikir. [1723 aydogan_res] Behr belkî piçekî bi têsîra baranê be jî har bûbû û hey xwe bi hengameyeke mezin li zinarên ku li kêleka peravê hatibûn rêzkirin dixist. [1724 aydogan_res] Digel ku hê nebûbû ‘esir jî ezman mîna ku evar be, tarî bûbû. [1725 aydogan_res] Bayekî cemidî hebû. [1726 aydogan_res] Ji der û dorê bêhna payizê dihat. [1727 aydogan_res] Gulcanê porê xwe yê şil bi destê xwe bi şûn de avêt û serê xwe rakir. [1728 aydogan_res] Dilopên baranê li ruyê wê diketin. [1729 aydogan_res] Çavên xwe ji ber baranê bi dijwarî vekirin, li wî niherî û got: [directspeech aydogan_res] Ew helbesta wê rojê tê bîra te? [1730 aydogan_res] Herçî Robîn bû, gava ku dîsa behsa wê rojê bû, ruyê wî yê ku ji ber baranê şil bûbû, sor bû û di ber xwe de bişirî. [directspeech aydogan_res] Belê. [1731 aydogan_res] Tê bîra min. [1732 aydogan_res] Keçikê dîsa bi wî dengê xwe yî ku hişê mirov ji serê mirov dibir û bi awayekî ku mirov nikare dilê wê bihêle, xwasteka xwe got: [directspeech aydogan_res] Tu dikarî wê ji min re wergerînî û bixwînî? [1733 aydogan_res] Robîn him hebekî fedî kiribû, him jî kêfa wî hatibû. [1734 aydogan_res] Gulcanê bi xwasteka xwe, romantîkiya xwe dabû dest. [1735 aydogan_res] Xuya bûbû ku ew jî mîna wî diltenik bûbû. [1736 aydogan_res] Ji ber vê yekê jî tiştên li ser evînê dilê wê bêtir dilerizand. [1737 aydogan_res] Belkî ya ku ew bêtir nêzîkî hevdu kiribû jî ev bû. [1738 aydogan_res] Baş e. [1739 aydogan_res] Gulcanê, tavilê lê zêde kiribû: [1740 aydogan_res] Bes, divê gava te wergerand, tu wê neguherînî. [1741 aydogan_res] Robîn beşek ji wê helbestê wergerand û bi giranî xwend. [1742 aydogan_res] Herçî [1743 aydogan_res] Gulcanê bû, piştî ku Robîn xwendina helbestê qedand jî mîna ku hê guhdarî dikir, li wî niherîbû. [1744 aydogan_res] Ji derveyî dengê wî, tu dengê din nedibihîst. [1745 aydogan_res] Ne dengê baranê, ne yê pêlên harbûyî û ne yê tiştekî din. [1746 aydogan_res] Mirov digot qey guhên wê ker bûne û êdî şiyana xwe ya bihîstinê wenda kiriye. [1747 aydogan_res] Bi çavên xwe yên xemgîn, beyî ku tiştekî bibêje, bi awayekî jixweveçûyî, li wî niherîbû û bi dû re jî serê xwe danîbû ser milê wî. [1748 aydogan_res] Robîn piştî ku ev rewşa wê dît, mîna ku di xewneke xweş de be û li ber serê wî melodiyek ku wî serxweş bike lê bikeve, bi tevgerên giran, ser û çavên wê bi destên xwe paqij kir û ew himbêz kir. [1749 aydogan_res] Germahiya canê wê di sînga xwe de his kir û mîna ku bi tayê ketibe, lerizî. [directspeech aydogan_res] Tu dilerizî? [1750 aydogan_res] Robîn tiştek negot. [1751 aydogan_res] Ev his careke din jî gava ku bi Nûşînê re bû, ew dabû ber xwe. [1752 aydogan_res] Destê xwe avêt situyê wê û ew bi ber xwe ve kişand. [1753 aydogan_res] Devê xwe xist devê wê. [1754 aydogan_res] Di bin baranê de, carê devên xwe ji hev derdixistin û bêhna xwe distend. [1755 aydogan_res] Sê-çar deqîqeyan bi wî awayî man. [1756 aydogan_res] Hişên herduyan jî ji serê wan çûbûn û li tu tiştekî din nedifikirîn. [1757 aydogan_res] Gulcanê piştî maçîkirinê, ew himbêz kir, serê xwe danî ser milê wî û beyî ku tiştekî bibêje, bîstikekê bi wî awayî sekinî. [1758 aydogan_res] Gava ku Robîn bêhna canê wê dikişand heta nava dilê xwe û bêtir ji xwe ve diçû, dilê wê jî bûbû mîna çemekî û ber bi wî ve diherikî. [1759 aydogan_res] Wê jî dê bi dû re ji xwe re bigotaya: [directspeech aydogan_res] Min jî bêriya vê hisê kiribû. [1760 aydogan_res] Heta wê rojê, na; lê belê, piştî wê rojê, Robîn ji min re bûbû hêviyeke nû. [1761 aydogan_res] Çawa dibû ku ez heta niha mabûm û min ew nas nekiribû. [1762 aydogan_res] Ew lawikê bêdeng yê ku her di otobusan de pirtûk dixwend û tu carî jî neketibû bala min, ji min re bûbû dermanekî nedîtî. [1763 aydogan_res] Wê gavê ez hê nû hîn dibûm: Evîneke ji dil, dermanê hemû derdan e. [1764 aydogan_res] Kela giriyê ketibû qirika wê. [1765 aydogan_res] Lêvên wê hêdîka li hev ketin û dengekî lerzokî ji devê wê derket. [directspeech aydogan_res] Helbesteke pir xweş bû. [1766 aydogan_res] Bi dû re, ew bêtir himbêz kir û bi dengekî lerzokî û hinekî jî fediyokî, got: [directspeech aydogan_res] Ez ji te hez dikim, Robîn. [1767 aydogan_res] Ez ji te pir hez dikim. [1768 aydogan_res] Giriya. [1769 aydogan_res] Robîn dîsa tiştek negot. [1770 aydogan_res] Bes ew maçî kir û sekinî. [1771 aydogan_res] Hêsirên wê bi destê xwe paqij kirin. [1772 aydogan_res] Ya rastî, wî jî ji wê hez dikir. [1773 aydogan_res] Bes, li ser vê hezkirinê, gotinek jî ji devê wî derneket. [1774 aydogan_res] Ew ne li benda vê yekê bû. [1775 aydogan_res] Ji ber ku wî bawer nedikir ku dîsa bikaribe dil bide keçikekê. [1776 aydogan_res] Bi dû re, wî ê ji xwe re bigotaya: [directspeech aydogan_res] Min ji wê hez dikir. [1777 aydogan_res] Him jî ne bi qasî ku ew dikarîbû lê bifikiriya. [1778 aydogan_res] Piştî Nûşîn, şeş sal zêdetir çêbûbûn ku min bi heyecaneke weha keçikek himbêz nekiribû. [1779 aydogan_res] Her ku min keçikeke xweşik didît, agir bi dilê min diket. [1780 aydogan_res] Dilê min dişewitî. [1781 aydogan_res] Ez ji hemû dinyayê dixeyidîm. [1782 aydogan_res] Min xeber ji xwe re didan. [1783 aydogan_res] Gava min didît ku du kesan hevdu himbêz kiriye û maçî dikin, kulên dilê min tev radibûn. [1784 aydogan_res] Min dixwast ku ez bi kêran bi ser dilê xwe bikevim û xwe bikujim. [1785 aydogan_res] Ji bo ku yek ji wan keçikên xweşik ji min re bibûya yar, min xwe dixwar. [1786 aydogan_res] Lê yek jî ji min re nebûbû qismet ku ez vê heyecanê di himbêza wê de bibînim û agirê dilê xwe vemirînim. [1787 aydogan_res] Herçî Gulcanê bû, ew jî yek ji wan keçikan bû û wê rojê di himbêza min de bû. [1788 aydogan_res] Bes, êdî ez baş fêr bûbûm: Herçî evîn e, heke di dema xwe de neyê, bi kêrî tu tiştî jî nayê. [1789 aydogan_res] Hew peyivîn. [1790 aydogan_res] Lê Gulcanê li hember vê bêdengiya Robîn, digel dilşahiya vê evîna xwe ya nû, xemgîn bûbû û heta ku çûbûn mala wê jî nepeyivîbû. [1791 aydogan_res] Ev yek bala Robîn jî kişandibû û ew jî xemgîn kiribû. [1792 aydogan_res] Di bin wê baranê de, wan heta êvarî hevdu himbêz kiribû û bêdeng meşiyabûn. [1793 aydogan_res] Gulcanê dê bi dû re ji xwe re bigotaya: [directspeech aydogan_res] Ez wê rojê fêrî tiştekî din jî bûbûm ku dê hemû jiyana min li bin guhê hev bixista. [1794 aydogan_res] Hema ez bimirama, ji min re çêtir bû. [1795 aydogan_res] Ji ber ku ez hînî wî tiştî bûbûm ku her evînek bi janekê ye. [1796 aydogan_res] Herçî baran bû, gavê hûrik hûrik dibariya, gavê jî dibû mîna çemekî ku ji jorê ve xwe bera jêrê dida. [1797 aydogan_res] Her ku baran xurttir dibû, kesên li derve, tavilê xwe diavêt quncik muncikan, an jî hindurê dikanan. [1798 aydogan_res] Mekîneyên ku di wê şiliyê de, li bin guhên hev diketin, dikir ku hemû riyên bajêr bi saetan bên girtin. [1799 aydogan_res] Mala Gulcanê fireh bû, hêwaneke wê ya mezin hebû. [1800 aydogan_res] Li hêwanê, tereheyeke mezin û gewr di nav paldankên ku bi mesafe hatibûn rêzkirin, raxistîbû. [1801 aydogan_res] Li ser maseyeke cam, li qorziyê televîzyoneke ekranmezin hatibû danîn. [1802 aydogan_res] Li kêleka maseyê, teybeke mezin hebû. [1803 aydogan_res] Li qorziya jorê ya hêla balqonê jî argûnekî xweşik ber bi çavên mirov diket. [1804 aydogan_res] Her der dibiriqî û bêhneke xweş ji hindur dihat. [1805 aydogan_res] Ji paqijiya xênî diyar dibû ku zêde kes nedihat vî xaniyî. [1806 aydogan_res] Gulcanê tavilê çû argûn dada û derbasî odeka din bû. [1807 aydogan_res] Robîn çû xwe da ber argûnî. [1808 aydogan_res] Gava ku Gulcanê vegeriya, destmaleke mezin û şortekî behrê di destê wê de bûn. [1809 aydogan_res] Tiştên destê xwe dan Robîn û ji bo ku ew jî xwe biguhere dîsa çû odeka din. [1810 aydogan_res] Herdu bi tenê bûn. [1811 aydogan_res] Robîn bîstikekê di penceyê re li derve niherî. [1812 aydogan_res] Dinya tarî bû. [1813 aydogan_res] Baran hê jî dibariya. [1814 aydogan_res] Birûska ku ji nişka ve veda, şerqîniyek ji ezmên anî û mîna ku ezmên bike du perçe, çixêzeke rohnî pêk anî. [1815 aydogan_res] Bi vê bûyerê re baran xurttir bû. [1816 aydogan_res] Piştî du sê birûskên din, ceryan qut bû û her der di tariyê de ma. [1817 aydogan_res] Li hindur, ji derveyî ronahiya ku xwe ji êrgûn dida der û pê ve, tu ronahî tune bû. [1818 aydogan_res] Ji lewre, wan pêwîst nedît ku tiştekî din vêxin. [1819 aydogan_res] Ji xwe, bi vî awayî hindur xweştir xuya dibû. [1820 aydogan_res] Robîn çû xwe li ser paldankekê dirêj kir û li wê niherî. [1821 aydogan_res] Gulcanê jî hat, li kêleka wî rûnişt û bi destên wî girt. [1822 aydogan_res] Serê xwe danî ser sînga wî. [1823 aydogan_res] Robîn tiliyên xwe di nav porê wê de digerandin. [1824 aydogan_res] Gulcanê bîstikekê çavên xwe girtin û got: [1825 aydogan_res] Tu ê tu carî dev ji min bernedî, ne weha? [1826 aydogan_res] Tu ê min bi tenê nehêlî. [1827 aydogan_res] Robîn ew himbêz kir û got: [1828 aydogan_res] Netirse, ez tu carî dev ji te bernadim. [1829 aydogan_res] Piştî vê gotinê, dilê Gulcanê hebekî rehet bûbû. [1830 aydogan_res] Hilma xwe kişand. [1831 aydogan_res] Di ber xwe de bişirî. [1832 aydogan_res] Gava ku dikira ji Robîn re behsa evînên xwe yên berê bikiraya, Robîn hêdîka destê xwe da ber devê wê û got: [directspeech aydogan_res] Hiş… Nebêje. [1833 aydogan_res] Bes serê xwe deyne ser sînga min û min himbêz bike. [1834 aydogan_res] Robîn destê xwe dirêjî pakêta çixareyê kir û çixareyek jê kişand. [1835 aydogan_res] Gulcanê ew çixare ji destê wî girt û bi xwe pêxist. [1836 aydogan_res] Gulpek jê kişand, hebekî ma û berda. [1837 aydogan_res] Gulpa duyem jî kişand, çixare danî ser xwelîdankê û devê xwe xist devê wî. [1838 aydogan_res] Lêvên hevdu têra xwe mêjtin û hevdu di nav tevzînokan de hiştin. [1839 aydogan_res] Bi dû re, Gulcan vekişiya, rahişt çixareyê, gulpeke din jî lê xist û dîsa bi ser wî de daqûl bû. [1840 aydogan_res] Piştî ku wan dixana çixareyê jî li hevdu par ve kir, ji hev neqetiyan. [1841 aydogan_res] Robîn ew li ser piştê vexist û çendekî li wê temaşe kir. [1842 aydogan_res] Gava hat bîra wî ku ji cerga hatiye vî bajarî bêriya tiştekî weha kiribû, hebekî xemgîn bû. [1843 aydogan_res] Lê bi dû re bi hewleke ku dê bala Gulcanê jî bikişandaya, dê bibişiriya û destê xwe di ruyê wê de bidaya. [1844 aydogan_res] Qutikê wê hêdîka jê kir, tiliyên xwe li ser bedena wê gerandin û xwe bi ser wê de xwar kir. [1845 aydogan_res] Ji alîyekî lêvên wê dimêjtin, ji alîyekî jî bi destekî xwe pêsîra wê mist dida û di kefa destê xwe de diguvaşt. [1846 aydogan_res] Bêhna canê wê, hişê wî ji serê wî dibir. [1847 aydogan_res] Ew gêj dikir. [1848 aydogan_res] Nedipeyivîn. [1849 aydogan_res] Deng ji wan dernediket. [1850 aydogan_res] Herduyan jî bêhna xwe ji devê hevdu distend. [1851 aydogan_res] Wan digot qey, heke bipeyivin, ew ê hemû sêhra wê demê bi carekê betal bibe. [1852 aydogan_res] Robîn heta derengê şevê, li cem wê ma. [1853 aydogan_res] Gava, pîştî bihevşabûnên dirêj, xwast ku biçe êdî, Gulcanê li ber gerîya. [directspeech aydogan_res] Neçe. [1854 aydogan_res] Wê ev di ber xwe de û bi dengekî xemgîn gotibû. [1855 aydogan_res] Çi qasî li ber wî geriya jî ew qane nekir. [1856 aydogan_res] Piştî ku ew derket, Gulcanê xwe da ber pencereyê û di pey wî re niherî. [1857 aydogan_res] Heta ku ew bi dûr neket jî xwe ji wira neda alî. [1858 aydogan_res] Gava Robîn êdî ji ber çavan wenda bû, Gulcanê kelogirî bû û di ber xwe de got: [directspeech aydogan_res] Ez ji te hez dikim, Robîn. [1859 aydogan_res] Ez ji te pir hez dikim. [1860 aydogan_res] »jiyan xweş e, lê ji bo yên ku wê nas nakin...«, Alfred de Mussed [1861 aydogan_res] Gava ku xatir ji wê xwast û derket derve, li kolanê tu kes tune bû. [1862 aydogan_res] Dinya sar bû. [1863 aydogan_res] Erda ku di bin baranê de şil bûbû, dibiriqî. [1864 aydogan_res] Lempeyên gelek malan hê nehatibûn vemirandin. [1865 aydogan_res] Ji dengê motor û qorneyên mekîneyan pê ve, tu deng ji der û dorê nedihat. [1866 aydogan_res] Li rawestgehê, li otobusê siwar bû. [1867 aydogan_res] Ji ber ku dereng bû, mekîne vala bû. [1868 aydogan_res] Çû li dawiyê rûnişt. [1869 aydogan_res] Di camê re li derve niherî. [1870 aydogan_res] Tiştek nedît. [1871 aydogan_res] Lê ji nişka ve, perdeyeke tarî pêşiya wî girt. [1872 aydogan_res] Ber çavên wî bi carekê reş bû. [1873 aydogan_res] Destên xwe birin ber çavên xwe. [1874 aydogan_res] Berçavka xwe peland. [1875 aydogan_res] Zivirî, li hindurê otobusê niherî. [1876 aydogan_res] Dengê rêwiyan dihat wî, lê belê, tu tişt nedidît. [1877 aydogan_res] Bêhna wî çikiya. [1878 aydogan_res] Otobus carê disekinî û dîsa dimeşiya. [1879 aydogan_res] Deriyên wê bi gurmînî vedibûn û dihatin girtin. [1880 aydogan_res] Dengên lingên rêwiyan dihatin wî. [1881 aydogan_res] Li aliyê dengan dizivirî, lê dîsa tu tişt nedidît. [1882 aydogan_res] Otobus dîsa disekinî, deriyên wê dîsa vedibûn û dihatin girtin û dîsa dimeşiya. [1883 aydogan_res] Nizanîbû, bê divê çi bikira. [1884 aydogan_res] Otobus çar caran sekinîbû û deriyên xwe vekiribûn û girtibûn. [1885 aydogan_res] Ger weha bûya, diviyabû ku li rawestgeha dîtir daketa û ji bo wê jî divê tavilê rabûya, biçûya ber derî û pê li bişkokê bikira. [1886 aydogan_res] Heke li cihekî din daketaya, îcar wî dê xwe bi vî halî çawa bigihanda malê? [1887 aydogan_res] Tiştê ku hat bîra wî, ew tirsand. [1888 aydogan_res] Ji nişka ve venihurî û bi dû re xwast xwe bi lez bigihîne ber derî. [1889 aydogan_res] Lê dikir û nedikir, nikarîbû bilezanda. [1890 aydogan_res] Ji ber vê yekê, destê xwe bilind kir û xwe bi hesin ve girt û bi vî awayî hêdî hêdî ber bi derî ve meşiya. [1891 aydogan_res] Li bin guhê zilamekî ket. [1892 aydogan_res] Zilêm jî hema ew dahf da û bi hêrs bang kir: [directspeech aydogan_res] Ma qey tu kor î, birê min! [1893 aydogan_res] Li pêşiya xwe binere, yaho. [1894 aydogan_res] Tu dibêjî qey tu ji serê çiyê hatiyî! [1895 aydogan_res] Robîn ket erdê. [1896 aydogan_res] Tew di nav wê keft û leftê de, berçavka xwe jî ji çavên xwe xistibû. [1897 aydogan_res] Otobus hê jî dimeşiya. [1898 aydogan_res] Yên ku li wî diniherî, digot qey Robîn serxweş e. [1899 aydogan_res] Mêrik dît ku nikare rabe ser xwe, mahdê xwe tirş kir, bi çengê wî girt û ew rakir. [1900 aydogan_res] Yekî din jî tavilê daqûl bû û rahişt berçavka wî, da destê wî. [1901 aydogan_res] Digel ku Robîn dizanîbû, berçavk bi kêrî tu tiştekî nayê jî ji destê mêrik girt û xist çavê xwe. [1902 aydogan_res] Nizanîbû, bê ev mirovên ku alîkariya wî dikin, kî ne jî. [1903 aydogan_res] Bi dû re, dîsa ew dengê hov seh kir û veciniqî. [directspeech aydogan_res] Te xêr e, birê min? [1904 aydogan_res] Ma tu serxweş î? [1905 aydogan_res] Robîn tavilê bi tirs bersiv dayê: [1906 aydogan_res] Na, na! [1907 aydogan_res] Ez ne serxweş im! [1908 aydogan_res] Ber çavên min reş bûye. [1909 aydogan_res] Ez nikarim tiştekî bibînim. [1910 aydogan_res] Heke tu kor bî, tu çima derdikevî derve, birê min? [1911 aydogan_res] Ma vê saetê, çi karê te li derve heye? [directspeech aydogan_res] Ez ne kor im, lawo! [1912 aydogan_res] Ma ne min got, ber çavên min reş bûye. [1913 aydogan_res] Robîn hilma xwe sitend û berda. [1914 aydogan_res] Piştî ku bêhna wî hebekî hat ber wî, pirsî: [1915 aydogan_res] Em li kîjan rawestgehê ne? [1916 aydogan_res] Dîsa wî dengê hov bersiv da: [1917 aydogan_res] Lastîkçî. [1918 aydogan_res] Robîn destê xwe rakir û bi heyecanekê: [1919 aydogan_res] Hah! [1920 aydogan_res] Temam! [1921 aydogan_res] Ez ê li vira dakevim! [directspeech aydogan_res] Temam, temam. [1922 aydogan_res] Ez ê jî li vira dakevim. [1923 aydogan_res] Ka bêhna xwe fireh bike, ez ê bi te re dakevim. [1924 aydogan_res] Netirse, ez ê alî te bikim. [1925 aydogan_res] Herdu bi hev re daketin. [1926 aydogan_res] Barana ku kêm bûbû, hûrik hûrik xwe li ser û çavên wan digirt. [1927 aydogan_res] Dinya cemidîbû. [1928 aydogan_res] Mêrik ket milê wî. [1929 aydogan_res] Robîn nizanîbû, bê ew bi kû de diçin. [1930 aydogan_res] Le ku mêrik ew bibira cihekî din? [1931 aydogan_res] Meşiyan. [1932 aydogan_res] Qet bi tu aliyî de nezivirîn û rast meşiyan. [1933 aydogan_res] Carê lingên wî li kevir meviran diketin. [1934 aydogan_res] Mêrik nedipeyivî. [1935 aydogan_res] Wî Robîn her bi xwe re dikişkişand. [1936 aydogan_res] Ev zilam kî bû? [1937 aydogan_res] Ji kû bû, gelo? [1938 aydogan_res] Baş bû, an xerab bû? [1939 aydogan_res] Ew bi kû ve dibir? [1940 aydogan_res] Ev pirs hey di serê wî de digeriyan. [1941 aydogan_res] Xwast ku ji zilêm tiştekî bipirse. [1942 aydogan_res] Devê xwe livand, lê peyv ji devê wî dernediket. [1943 aydogan_res] Herçî yên ku derdiketin jî tev li hev dibûn: [directspeech aydogan_res] Abba… exxiy… ba… ba… iy… Çi qasî hewil da xwe jî nikarîbû bipeyiviya. [1944 aydogan_res] Destê xwe yê vala li destê zilêm xist, da ku bala wî bikişîne. [1945 aydogan_res] Herçî zilam bû, qet guh nedida wî û ew bêtir dikişkişand. [1946 aydogan_res] Li erda şil, çi kortik, cihok û kevir hebûna, ew li wan diqeliband û dikişkişand. [1947 aydogan_res] Kincên wî di nav heriyê de mabûn. [1948 aydogan_res] Her derê wî diêşiya. [1949 aydogan_res] Ji lingên wî yên ku li kevir meviran diketin, xwîn diherikî. [1950 aydogan_res] Ji êşa canê xwe diqêriya, lê dengê wî dernetiket û zilêm jî qet guhê xwe nedida vê rewşa wî. [1951 aydogan_res] Zilam ji nişka ve sekinî. [1952 aydogan_res] Robîn di kortalekê de berda. [1953 aydogan_res] Kortal tije av bû. [1954 aydogan_res] Robîn xwe da ser destê xwe û rabû. [1955 aydogan_res] Kincên wî tev de lewitî bûbûn. [1956 aydogan_res] Ji nişka ve, tiştek li ber çavên wî teqiya û ronahiya ji wê teqînê derket, xuya bû. [1957 aydogan_res] Çavên xwe girtin û vekirin. [1958 aydogan_res] Çavên wî didît! [1959 aydogan_res] Hema berê xwe da zilêm û qêriya: [directspeech aydogan_res] Ma qey tu dîn î! [1960 aydogan_res] Hemû dengê xwe bi wê qêrînê re berda. [1961 aydogan_res] Wê gavê, zilêm tavilê kêreke mezin ji paş xwe kişand û da qirika wî. [1962 aydogan_res] Herdu destên Robîn li hewa man. [1963 aydogan_res] Nikaribû xwe bilivanda. [1964 aydogan_res] Bêhna wî çikiya. [1965 aydogan_res] Xwîna wî sekinî. [1966 aydogan_res] Rengê ruyê wî hat guhertin. [1967 aydogan_res] Dikira ji tirsa xwe bifetisiya. [1968 aydogan_res] Zilêm bi kêra destê xwe qirika wî jê kir. [1969 aydogan_res] Herçî Robîn bû, hewil da xwe û bi hemû hêza xwe qêriya. [directspeech aydogan_res] Hahooo...! [1970 aydogan_res] Şifêr bi qêrîna wî re, got qey pê li tiştekî kiriye û ji ber vê yekê, tavilê pê li firênê kir û li dora xwe niherî. [1971 aydogan_res] Mekîne bi carekê ve sekinîbû. [1972 aydogan_res] Rêwiyên ku ji bo li bin guhê paldankên pêşiya xwe nekevin xwe hişk bi hesinan girtibû jî piştî ku ji nû ve xwe da ser hev, bi tirs li dû xwe zivirîbûn. [1973 aydogan_res] Dengê şifêr î hov hat bihîstin: [directspeech aydogan_res] Çi bû, birê min? [1974 aydogan_res] Xêr e? [1975 aydogan_res] Ma ev çi warwara te ye? [1976 aydogan_res] Robîn li dora xwe niherî. [1977 aydogan_res] Herkesî bi çavên tije meraq li wî diniherî û di nav xwe de dipeyivî. [1978 aydogan_res] Ket ber fediyê. [1979 aydogan_res] Ruyê wî sor bûbû. [1980 aydogan_res] Bi dû re serê xwe rakir û got: [directspeech aydogan_res] Bibuhurin. [1981 aydogan_res] Ez di xew de bûm. [1982 aydogan_res] Min beyî hemdê xwe bang kir. [1983 aydogan_res] Şifêr serê xwe bi hêrs kil kir û dîsa pê li xazê kir. [1984 aydogan_res] Robîn rabû ser xwe û çû ber derî. [1985 aydogan_res] Ji bo ku ruyê xwe veşêre, serê xwe bera ber xwe dabû. [1986 aydogan_res] Otobus li rawestgehê sekinî, deriyên wê yên dawiyê vebûn û Robîn daket. [1987 aydogan_res] Herçî Robîn bû, wî ê bi dû re ji xwe re bigotaya: [directspeech aydogan_res] Ev cara duyem bû ku ez ewqasî ji mirinê tirsiyabûm. [1988 aydogan_res] Ma gelo însanê ku bi rastî kor be jî di wê rewşê de, tu carî dikarîbû bi qasî min bitirsiya? [1989 aydogan_res] Min wê rojê jiyana kesên kor jî nas kiribû û êdî min dizanîbû, bê ew her roj bi kîjan tirsan dijîn. [1990 aydogan_res] Ji lewre, ji wê rojê û bi şûn de, her ku min korek didît, dilê min bêtir pê dişewitî û min dixwast ku ez alî wî bikim. [1991 aydogan_res] Xwe bi zorê gihand malê. [1992 aydogan_res] Herkes di xew de bû. [1993 aydogan_res] Ji ber ku gelek caran weha dereng dihat malê, herkes fêrî vê adeta wî bûbû. [1994 aydogan_res] Ji bo ku wan şiyar neke, derî hêdîka girt û çû ser nivînên xwe. [1995 aydogan_res] Bi tenê Leyla Xanima diya wî, heta ku dengê derî nehatibûyê, xew neketibû çavên wê. [1996 aydogan_res] Piştî têgihişt ku Robîn hatiye, dilê wê rehet bûbû, hêdîka xwe bi ser kêlekê de zivirandibû û ketibû xewê. [1997 aydogan_res] Wê şevê, heta ku xwe ji têsîra wî kabûsî xelas kir, di nav nivînan de xwe bi vî aliyî û wî aliyî de qulipand. [1998 aydogan_res] Paketeke çixare kişand. [1999 aydogan_res] Xew neket çavên wî. [2000 aydogan_res] Serê wî her diêşiya û zingînî ji guhên wî dihat. [2001 aydogan_res] Bi dû re, wî ê ji xwe re bigotaya: [directspeech aydogan_res] Piştî van kabûsan, şev û rojên min giş tev li hev bûbûn. [2002 aydogan_res] Min nizanîbû, bê çi bi serê min de hatiye. [2003 aydogan_res] Ji xwe derdê min ne besî min bû, îcar ev kabûs li serê min bûbûn bela. [2004 aydogan_res] Êdî min nizanîbû, bê kîjan kabûs e; kîjan ne kabûs e jî. [2005 aydogan_res] Ji ber van kabûsan, min gelek caran xwast ku ez xwe bikujim, lê belê, min tu carî cesaret nekir. [2006 aydogan_res] Mezintirîn jana ku ez ji ber ne di tu halî de bûm jî ev bû. [2007 aydogan_res] »Ma kesek heye ku kul û kederên wî tune be?«, Firdewsî [2008 aydogan_res] Ro dihat nîvro. [2009 aydogan_res] Robînê westiyayî di odeka xwe de di xew de bû. [2010 aydogan_res] Ji xwe, ber destê sibehê dengê kuxika wî hatibû. [2011 aydogan_res] Yên malê, ji ber ku dizanîbû, ew dereng hatiye malê, ew şiyar nekir. [2012 aydogan_res] Binevşê derî li xwe girtibû. [2013 aydogan_res] Li odeka xwe li hember neynikê rûniştibû û li xwe diniherî. [2014 aydogan_res] Serdar ji bo ku hevaleke xwe ya keçik bibîne, derketibû derve. [2015 aydogan_res] Meryem ji xwe re li ber televîzyonê rûniştibû. [2016 aydogan_res] Resûl Beg li odeka xwe ji xwe re doşekek danîbû û veketibû, li teybê guhdarî dikir. [2017 aydogan_res] Herçî Leyla Xanim bû, li hêwanê sifreyek raxistibû, neh-deh şûşe danîbûn ber xwe û bahcanê sor, bahcanê reş û fasûliyê şîn dadigirtin. [2018 aydogan_res] Robîn çavên xwe vekirin, bawişkî, xwe vezeland û li saeta xwe niherî. [2019 aydogan_res] Weke ku dereng mabe, bi lez rabû ser xwe û kincên xwe li xwe kirin. [2020 aydogan_res] Çû serçavê xwe şuşt û hat, rahişt berçavka xwe. [2021 aydogan_res] Wê gavê Leyla Xanima ku bala xwe dabû vê lezandina wî, rabû ser xwe û jê pirsî: [2022 aydogan_res] Xêr e, Robînê min? [2023 aydogan_res] Tu bi kû dediçî? [2024 aydogan_res] Robîn beyî ku li wê bizivire, tavilê bersiv dayê: [2025 aydogan_res] Divê ez bigihêm cihekî, dayê. [2026 aydogan_res] Leyla Xanimê bi gazin gotê: [2027 aydogan_res] Ma te hê taştê jî nexwariye, lawo! [2028 aydogan_res] Me bizanîbûya, me ê tu piçekî zûtir şiyar bikiraya, kurê min. [2029 aydogan_res] Robîn gava sola xwe dixist lingên xwe got: [directspeech aydogan_res] Xem nîn e, dayê. [2030 aydogan_res] Ez dikarim li derve jî li ser lingan tiştekî bixwim. [2031 aydogan_res] Niha, divê ez derkevim. [2032 aydogan_res] Bi lez ji malê derket û ket asansorê. [2033 aydogan_res] Li ber neynika asansorê, porê xwe yê nîvşilbûyî bi destên xwe rast kir û li xwe niherî. [2034 aydogan_res] Gava ku da ser riyê, wî jî nizanîbû, bê ew ê bi kû de biçûya. [2035 aydogan_res] Ji lewre, di dilê wî de, him valahiyek, him jî meraqeke berlênayêgirtin hebû. [2036 aydogan_res] Bi gavên mezin û weke ku dixwaze xwe zû bi zû bigihîne cihekî, bi lez dimeşiya. [2037 aydogan_res] Piştî hebekî din jî lezand, dest bi bazdanê kir. [2038 aydogan_res] Mirov digot qey dabû pey hinekan. [2039 aydogan_res] Wî jî nizanîbû, bê bi kû dediçû. [2040 aydogan_res] Di dilê wî de, teşqeleyeke mezin hebû. [2041 aydogan_res] Wî digot qey ji bo çûna deverekê dereng mabû û her direviya. [2042 aydogan_res] Lê çi qasî hewil dida xwe jî nedihat bîra wî ku ji tu kesan re gotibû »em ê hevdu bibînin.« Ji lewre, gava ku baz dida, carê ji xwe re digot, »ma gelo ez bisekinim« û diket nava teşqeleyeke din. [2043 aydogan_res] Di nav van ramanan de heta rawestgehê, beyî ku li devereke din bisekine, baz da. [2044 aydogan_res] Gelek caran li wî weha hatibû. [2045 aydogan_res] Beyî îradeya xwe derdiket û digeriya. [2046 aydogan_res] Çi cihên ku nas nedikirin hebûna, diçûyê. [2047 aydogan_res] Heta ku li wî dibû êvar, li wan deveran rûdinişt û çavên xwe bi hêviyeke ku tu carî nediqediya li dora xwe digerandin. [2048 aydogan_res] Digot qey hinekan ji wî re gotibû; were û ew jî ji ber vê yekê çûbû wira. [2049 aydogan_res] Belkî jî ev tev de fantaziyên wî bûn. [2050 aydogan_res] Ji lewre, hercar destvala û stuxwar vedigeriya malê û li ber vê rewşa xwe diket. [2051 aydogan_res] Carinan jî digot qey dîn bûye û dilê wî bêtir bi wî dişewitî. [2052 aydogan_res] Du otobus hatin, li rawestgehê sekinîn û dîsa riya xwe domand. [2053 aydogan_res] Robîn nizanîbû çima, lê li herduyan jî siwar nebû. [2054 aydogan_res] Otobuseke din hat, li ber wî sekinî û deriyên wê yên pêşiyê vebûn. [2055 aydogan_res] Robîn li şifêr niherî. [2056 aydogan_res] Şifêr zilamekî qelew î kal î porsipî bû. [2057 aydogan_res] Bi destê xwe işaretî Robîn kir ku siwar bibe. [2058 aydogan_res] Wê gavê, weke ku şîrmaqek xwaribe, hat bîra wî ku ji malê bê pere derketiye. [2059 aydogan_res] Valahiyek di dilê xwe de his kir. [2060 aydogan_res] Xwe mîna ku xwarî erdê bûbe his kir. [2061 aydogan_res] Robîn çû ber derî û bi awayekî fediyokî got: [directspeech aydogan_res] Bilêta min tune ye. [2062 aydogan_res] Şifêrê qelew î kal, weke ku bibêje »tişt pê nayê« dîsa eynî işaret kir. [2063 aydogan_res] Robîn sipasî wî kir û siwar bû. [2064 aydogan_res] Digel ku otobus vala bû jî gava ber bi dawiyê ve diçû, ji nişka ve li ortê sekinî û li xwe zivirî. [2065 aydogan_res] Çav li xortekî ketibû. [2066 aydogan_res] Du-sê gav bi şûn de avêtin û hat ber lêwik û bala xwe dayê. [2067 aydogan_res] Robîn veciniqî. [2068 aydogan_res] Çavên wî fireh bûn. [2069 aydogan_res] Belê. [2070 aydogan_res] Ew bi xwe bû. [2071 aydogan_res] Bişar bû. [2072 aydogan_res] Vî tiştî bala Bişêr jî kişandibû. [2073 aydogan_res] Wî jî serê xwe rakiribû û li wî diniherî. [2074 aydogan_res] Herçî Bişar bû, ruyê wî fireh û çavên wî kortçûyî û piçûk bûn. [2075 aydogan_res] Porê wî yê xelek xelekî tev li hev bûbû. [2076 aydogan_res] Xuya bû, ev çend roj bûn ku wî jî rîha xwe kur nekiribû. [2077 aydogan_res] Herduyan jî mîna mirovên ku nizanibin bê ji kû hevdu nas dikir ziq li hevdu diniherî û mîna li hêviya hev bin ku yek ji wan dest bi peyvê bike, sekinîbûn. [2078 aydogan_res] Bi dû re, Robîn hêdîka xwe bi hesinê paldanka wî girt û bi dengekî nizm, bi tirsa ku ew jî nizane bê ew ê çi bersivê werbigire, got: [directspeech aydogan_res] Ez dikarim tiştekî ji te bipirsim? [2079 aydogan_res] Bişar jî bi qasî wî şaş bûbû. [2080 aydogan_res] Çavên xwe qels kirin, xweziya xwe daqurtand û got: [2081 aydogan_res] Heke tu bixwazî, ka ji kerema xwe re bisekine, ez ji te bipirsim. [2082 aydogan_res] Robîn beyî ku tiştekî bibêje, di cihê xwe de sekinî. [2083 aydogan_res] Lêwik pirsî: [2084 aydogan_res] Te jî ew kabûs dîtin, ne weha?.. [2085 aydogan_res] »Di her mirovî de hemû rewşên mirovahiyê hene...«, Montaigne [2086 aydogan_res] Robîn di pencereyê re li derve diniherî. [2087 aydogan_res] Dinya tarî bûbû. [2088 aydogan_res] Baran hey dibariya. [2089 aydogan_res] Kolan tev şil bûbûn. [2090 aydogan_res] Li herdu aliyên riya jêrê, kortal tije av bûbûn. [2091 aydogan_res] Mekîneyên ku diçûn, xwe li kortalan dixist û av dipejiqandin dora xwe. [2092 aydogan_res] Du kesên ji bo xwe ji ba û baranê biparêzin di bin sîwaneke reş de ketibûn milê hev, bi lez û bi gavên mezin dimeşiyan. [2093 aydogan_res] Bayê ku xwe li sîwana wan dixist û carê ji ser serê wan dida alî, darên mezin ên li kêleka riyê jî dihejandin. [2094 aydogan_res] Piştî bîstikekê, vegeriya û çû li ser paldanka dirêj ya li hember Bişêr rûnişt. [2095 aydogan_res] Herçî Bişar bû, du caran li Robîn bû. [2096 aydogan_res] Qama wî pir dirêj bû. [2097 aydogan_res] Robîn li cem wî mîna zarokekî xuya dibû. [2098 aydogan_res] Destên xwe li ser sînga xwe danîbûn ser hevdu û li hember argûnê ku hindur dikir weke tenûrê lingên xwe li erdê dirêj kiribûn. [2099 aydogan_res] Ji cerga ku hatibûn, ev çixareya çaran bû ku li ser hev dikişand. [2100 aydogan_res] Bişêr weke ku ji hinan veşêre, bi dengekî nizm got: [directspeech aydogan_res] Ev çî te ye, lo? [2101 aydogan_res] Û bi serê xwe û birûyên xwe ve medbex îşaret kir. [2102 aydogan_res] Robîn got: [2103 aydogan_res] Hevala min e. [2104 aydogan_res] Piştî ku piçekî fikirî, lê zêde kir: [2105 aydogan_res] Keçikeke baş e. [2106 aydogan_res] Gava ku Gulcanê bi siniya destê xwe ya ku sê fîncan qehwe û qedeheke av li ser bûn, ket hindur, herduyan bi hevdu re dengê xwe birî û bala xwe da wê. [2107 aydogan_res] Rewşa wan bala Gulcanê jî kişand û têgihişt ku ew li ser tiştekî dipeyivîn û hatina wê bûye sebebê ku dev ji mijarê berdin. [2108 aydogan_res] Her yekî ji wan rahişt qehweyekê. [2109 aydogan_res] Gulcanê jî tevî siniya destê xwe li kêleka Robîn rûnişt û bala xwe da wan. [2110 aydogan_res] Piştî ku qehweyên xwe vexwarin û herkê çixareyeke din pêxist, dîsa dest bi peyvê kir. [2111 aydogan_res] Robîn bêtir li wî guhdarî dikir. [2112 aydogan_res] Bişar ji wî zêdetir dipeyivî û gava ku dipeyivî jî her li ber xwe diniherî û serê xwe bi kerb kil dikir. [2113 aydogan_res] Li ser hev çixare pê dixistin. [2114 aydogan_res] Xwelîdanka ber wî bi boçikên çixareyan tije bûbû. [2115 aydogan_res] Ji bo ku meseleya xwe baştir bide fahmkirin, carê destên xwe jî bi kar dianîn. [2116 aydogan_res] Carê jî li Gulcanê diniherî û digot, hela bê fahm dike, an na. [2117 aydogan_res] Bi dû re, dîsa li Robîn dizivirî û peyva xwe didomand. [2118 aydogan_res] Carekê, weke ku li hember pirsgirêkekê neçar bimîne, destên xwe bi herdu aliyan de rakirin û daxistin. [2119 aydogan_res] Kesereke kûr kişand û ma. [2120 aydogan_res] Bîstikekê deng ji wî derneket. [2121 aydogan_res] Bêdengiyek li hindur çêbû. [2122 aydogan_res] Piştî ku hebekî fikirî, Robîn ew bêdengî xera kir û dest bi peyvê kir. [2123 aydogan_res] Herçî Gulcanê bû, ji ber ku ew bi kurdî dipeyivîn, wê tiştek ji devê wan fahm nedikir. [2124 aydogan_res] Carê li Robîn diniherî, carê jî li Bişêr. [2125 aydogan_res] Ji ber ku Bişar carê di nav peyvê re, weke ku gumanan ji wê dike, li wê diniherî, an jî bi wê weha dihat, hebekî ji wî tirsiyabû. [2126 aydogan_res] Dîsa jî dengê xwe nedikir û beyî ku tiştekî ji wan fahm bike, bi çavên tije meraq, bala xwe dabû wan û guhdarî dikir. [2127 aydogan_res] Bi dû re, wê ê ji xwe re bigotaya: [directspeech aydogan_res] Robîn li ser Bişêr gotibû »hevalekî min e« û ew bi min dabû naskirin. [2128 aydogan_res] Lê belê, ne bi qasî ku hevalê hevdu bin, bi hev re dipeyivîn. [2129 aydogan_res] Min dizanîbû ku tiştek di navbêra wan de hebû, lê min nizanîbû bê çi bû. [2130 aydogan_res] Herçî Bişar bû, ne bi qasî Robîn kubar bû. [2131 aydogan_res] Gava ku dipeyivî, carê di qorziya çavan re li min diniherî. [2132 aydogan_res] Lê bi qasî ku min bala xwe dabûyê, ne yekî dilxerab bû û Robîn pir qîmet didayê. [2133 aydogan_res] Ji peyva wî jî diyar dibû ku ne însanekî vala bû. [2134 aydogan_res] Ji ber çi ewqasî bikerb bû, min têdernedixist. [2135 aydogan_res] Gavekê, Robîn li Gulcanê niherîbû û lê hay bûbû ku ew aciz bûye, peyv guhertibû û bi tirkî dewam kiribû. [2136 aydogan_res] Lê gava ku xwe ji bîr kiribû, dîsa vegeriyabû ser kurdî. [2137 aydogan_res] Gava ku Gulcanê di ber xwe de bi vê rewşa wî keniyabû, bala wî jî kişandibû. [2138 aydogan_res] Ketibû ber fediyê. [2139 aydogan_res] Ruyê wî hebekî sor bûbû. [2140 aydogan_res] Piştî ku peyva xwe xelas kir, li wê zivirî, bişirî û got: [directspeech aydogan_res] Me tu pir bi tenê hiştî, ne weha? [2141 aydogan_res] Ez dibêjim, tu aciz bûyî. [2142 aydogan_res] Li qisûra me nenihere. [2143 aydogan_res] Gulcanê ji bo ku wan nexe ber şermê, tavilê got: [directspeech aydogan_res] Na, na! [2144 aydogan_res] Ne ewqasî jî. [2145 aydogan_res] Ji bo ku bi wê re jî peyivîbûn, kêfa wê hebekî hatibû cih. [2146 aydogan_res] Robîn û Bişar piştî bi qasî pênc deqîqeyan bê deng man û di wê navê re qehweyên xwe vexwarin, dîsa ketin peyvê. [2147 aydogan_res] Lê vê carê, ji bo ku Gulcanê jî tev li suhbeta xwe bikin, bi tirkî dipeyivîn. [2148 aydogan_res] Gulcanê jî rabû xwelîdankên ber wan vala kirin û çû ji wan re fêkî anî. [2149 aydogan_res] Bişêr rahişt sêvekê û got: [directspeech aydogan_res] Herçî jiyan e, her ku diçe, bêtir diherime. [2150 aydogan_res] Têkîliyên germ nemane. [2151 aydogan_res] Insan ji hev pir bi dûr ketine. [2152 aydogan_res] Hevaltî mevaltiyên mîna berê jî nemane. [2153 aydogan_res] Rawestiya. [2154 aydogan_res] Li Robîn û Gulcanê niherî. [2155 aydogan_res] Keserek kişand. [2156 aydogan_res] Wê gavê, Robîn çixareyeke nû pê dixist. [2157 aydogan_res] Bi dû re dewam kir: [directspeech aydogan_res] Carinan ez dibêjim qey evînên berê jî tevde derew bûn, lê ez bawer nakim ku weha be. [2158 aydogan_res] Ji ber ku di demên evînên mezin de, însan hê ewqasî fêrî zexeliyan nebûbûn. [2159 aydogan_res] Robîn di ber xwe de keniya û got: [directspeech aydogan_res] Na, lo! [2160 aydogan_res] Ne ewqasî jî! [2161 aydogan_res] Herçî evîn e, ji cerga ku însan hatine ser ruyê dinyayê, her hebûye. [2162 aydogan_res] Bes her ku çûye, qîmeta xwe wenda kiriye. [2163 aydogan_res] Ji ber ku însanan êdî heyecanin nû ji xwe re dîtîne. [2164 aydogan_res] Ma dibe ku evînên di helbestên Fuzûlî, Ahmedê Xanî û Melayê Cizîrî de ne, giş derew bin. [2165 aydogan_res] Ma qey çîroka Leyla û Mecnûn û ya Mem û Zînê, belasebeb nehatine heta îro! [2166 aydogan_res] Bi dû re, lê zêde kir: [directspeech aydogan_res] Hertişt ji pêdiviyê tête pê. [2167 aydogan_res] Tew di vî zemanê ku mirov bêtir ber bi tenêtiyê ve dahf dide de, pêdiviya wî bêtir bi evînê heye. [2168 aydogan_res] Herçî mijara evînê bû, ew hebekî şên kiribûn. [2169 aydogan_res] Ramanên wan ên li ser evînê, bala Gulcanê jî kişandibû. [2170 aydogan_res] Lê, wê tu carî peyvên weha xweş yên ku pesinê evînê didin, nebihîstibûn. [2171 aydogan_res] Kêfa wê jî ji vê mijarê re hatibû. [2172 aydogan_res] Guhê xwe baştir dabû wan. [2173 aydogan_res] Wê jî xwastibû tiştinan bibêje, lê him ji fediyan û him jî ji bo ku peyva wan nebire, nepeyivî. [2174 aydogan_res] Robîn got: [directspeech aydogan_res] Herçî evîn e, li gora kesan tê guhertin. [2175 aydogan_res] (Hebekî fikirî.) Niha navê wî nayê bîra min, bes yekî gotibû; »evîn dereweke mezin e ku mirov bi wê xwe dixapîne.« Yekî din jî gotibû; »evîn gurekî har e, çi qasî mezin be, dikarî te ewqasî bileztir bixwe.« [2176 aydogan_res] Hersê jî keniyan. [2177 aydogan_res] Bişêr serê xwe bi ken jê re hejand. [2178 aydogan_res] Bi dû re Robîn sekinî, serê xwe bera ber xwe da û fikirî. [2179 aydogan_res] Berê xwe da Gulcanê. [2180 aydogan_res] Destê xwe danî ser milê wê û li çavên wê niherî. [2181 aydogan_res] Kesereke kûr kişand û got: [directspeech aydogan_res] Û evîn… mîna sêhezarê pinîkêr e… bi destê herî erjeng jî dikare hemû lîstikan bide qezenckirin. [2182 aydogan_res] Dil û hinavên Gulcanê li hember vê gotinê heliyan. [2183 aydogan_res] Wê tiştek ji peyva pinîkêr fahm nekiribû, lê bi gotina ku bi dû wê re hat, têgihişt bê Robîn dixwaze çi bibêje. [2184 aydogan_res] Canê wê tevizî. [2185 aydogan_res] Lerizî. [2186 aydogan_res] Hema xwast ku xwe biavêje stuyê wî, wî himbêz bike û heta ku ji wê bê, bigirî û dilê xwe rehet bike. [2187 aydogan_res] Lê wê weha nekir. [2188 aydogan_res] Wê gavê li Bişêr hay bûbû û ji wî fedî kiribû. [2189 aydogan_res] Xwasteka wê di dilê wê de mabû. [2190 aydogan_res] Ew jî bi xwe têgihiştibû ku êdî hew dikare dev ji Robîn berde û bi wî ve hatibû girêdan. [2191 aydogan_res] Piştî ku bîstikeke din jî rûniştin û şevbihêrka xwe kir, li saetê niherîn. [2192 aydogan_res] Şev dereng bûbû. [2193 aydogan_res] Rabûn, solên xwe xistin pê û derketin. [2194 aydogan_res] Li derve, tu kes tune bû. [2195 aydogan_res] Erd tevde şil bûbû. [2196 aydogan_res] Dinya jî pir sar bû. [2197 aydogan_res] Wan di xwe re nedît ku bi şûn de vegerin. [2198 aydogan_res] Ji bo ku necemidin, xwe bêtir nêzîkî hev kir û ketin milên hev. [2199 aydogan_res] Ji ber bayê cemidî, bi zorê dimeşiyan. [2200 aydogan_res] Qerisîn. [2201 aydogan_res] Robîn bi gazinî di ber xwe de, got: [directspeech aydogan_res] Xwezî me tiştek ji Gulcanê bistendaya; bi vî awayî, em ê heta malê ji sermayê biqefilin. [2202 aydogan_res] Mekîneyek bi lez di ber wan re bihurî. [2203 aydogan_res] Hindik mabû ku li bin guhê wan biketa. [2204 aydogan_res] Xwe hema bi zorê ji ber da alî. [2205 aydogan_res] Robîn bi dû mekîneyê re, destê xwe bi hêrs rakir û qêriya: [directspeech aydogan_res] Hey ker lawê kera! [2206 aydogan_res] Ma tu li ber xwe biniherî, tu ê bimirî qey! [2207 aydogan_res] Lawo, înşaleh mekîneya te dê biqelibe û situyê te di bin de bimîne! [2208 aydogan_res] Tu hew bikaribî bigihêjî cihê xwe, înşellah! [2209 aydogan_res] Bişêr bi destê wî girt û got: [directspeech aydogan_res] De heydê, dev jê berde, lo! [2210 aydogan_res] Em hebekî din jî xwe biştexilînin, em ê li vira bibin qeşa, ha! [2211 aydogan_res] Gava ku dimeşiyan, Robîn hê jî di ber xwe de xeber dida. [2212 aydogan_res] Heta rawestgehê jî ew hêrsbûn ji ser xwe neavêt. [2213 aydogan_res] Ji wî aliyê rêyê, çend zilam ji kuçeyekê derketin û ber bi wan de baz da. [2214 aydogan_res] Bi dû re, çend kesên din jî xuya bûn. [2215 aydogan_res] Her kesek bi aliyekî de direviya. [2216 aydogan_res] Yên ku ew dîtin, bi destên xwe işaret dikir, da ku ew jî birevin. [2217 aydogan_res] Lê belê, wan tiştek ji wan fahm nekir. [2218 aydogan_res] Gava ku yek di ber wan re derbas bû, bang kir: [directspeech aydogan_res] Birevin, lawo! [2219 aydogan_res] Birevin! [2220 aydogan_res] Herdu jî di cihê xwe de mat mabûn û li kesên ku bi tirs direviyan diniherî. [2221 aydogan_res] Wan yek sekinand. [directspeech aydogan_res] Xêr e, heyran? [2222 aydogan_res] Hûn ji bo çi direvin? [2223 aydogan_res] Zilam li paş xwe zivirî. [2224 aydogan_res] Bi dû re, weke ku tiştek dîtibe, veciniqî û dîsa reviya. [2225 aydogan_res] Bang jî dikir: [directspeech aydogan_res] Birevin, lawo! [2226 aydogan_res] Kê bigirin dibin dikujin, welleh! [2227 aydogan_res] Herduyan jî tiştek ji wî jî fahm nekiribû. [2228 aydogan_res] Li hev zivirîn. [2229 aydogan_res] Çavên herduyan jî fireh bûbûn. [directspeech aydogan_res] Kabûs!!! [2230 aydogan_res] Dengê silehan hat wan. [2231 aydogan_res] Piştî wê, dengê reprepa leşkeran hat. [2232 aydogan_res] Leşkeran ber bi wan de bazda, berê silehên xwe da wan û ji nişka ve li ser wan girêda. [2233 aydogan_res] Bû vizîniya guleyan. [2234 aydogan_res] Gule di ber guhên wan re diçûn. [2235 aydogan_res] Li ser serê wan bû tara bêjingê. [2236 aydogan_res] Di wê navberê de, dengê perwaneyekê ji ezmên hat. [2237 aydogan_res] Piştî bîstikekê, helîkopterek li jorê xuya bû. [2238 aydogan_res] Bombe diavêt der û dorê. [2239 aydogan_res] Dengê teqîneke ku heft xwezî bi teqîna berê hat bihîstin. [2240 aydogan_res] Bi wê teqîna mezin re agir bi çend avahiyan ket. [2241 aydogan_res] Robîn û Bişêr li dû xwe nediniherî û kuçe bi kuçe direviyan. [2242 aydogan_res] Piştî bîstikekê, gihîştin daristanekê. [2243 aydogan_res] Derketin ser dareke mezin û gulî û pelên wê darê ji xwe re kirin sitar û xwe di nav de veşart. [2244 aydogan_res] Her dever tarî bû. [2245 aydogan_res] Leşkeran dev ji yên din berdabûn û di bin daran de jî li wan digeriyan. [2246 aydogan_res] Bi şewqekê, herduyan jî berê xwe da wî aliyê ku dengê leşkeran jê dihat. [2247 aydogan_res] Wan dît ku sê kes li ber dîwarekî, li kêleka hev hatibûn rêzkirin û leşkeran berên silehên xwe dabûn wan. [2248 aydogan_res] Di bin şewqa lempeya ku di destê leşkerekî de bû, ruyên hersê zilaman xuya dibûn. [2249 aydogan_res] Hersê jî xort bûn. [2250 aydogan_res] Tev nediliviyan. [2251 aydogan_res] Deng jî ji wan dernediket. [2252 aydogan_res] Yekî ji wan xortan, destê xwe yê çepê kir kulm û ber bi jorê ve rakir, serê xwe jî bilind kir û li ezmên niherî. [2253 aydogan_res] Herduyên din digiriyan. [2254 aydogan_res] Çavên Robîn û Bişêr firehtir bûbûn. [2255 aydogan_res] Herdu jî têra xwe tirsiyabûn. [2256 aydogan_res] Ew dîmena li hember wan û dengê perwaneya helîkoptera ku li ser serê wan diçû û dihat, tev li hev dibû û tirsa wan mezintir dikir. [2257 aydogan_res] Xwe hişk bi guliyên darê girtibû. [2258 aydogan_res] Dilerizîn. [2259 aydogan_res] Diqerisîn. [2260 aydogan_res] Tirsê ew ji halekî xistibûn halekî din. [2261 aydogan_res] Wan digot qey ew ê aniha erd biheje û herdu dê li ber leşkeran li erdê bikevin. [2262 aydogan_res] Lê hîn ew weha difikirîn, dengê fermanekê hat bihîstin. [2263 aydogan_res] Wî dengê bixezeb di wê tariyê de, hem Robîn û hem jî Bişar ewqasî tirsand ku herdu jî ziravqetiyayî bûn. [2264 aydogan_res] Sileh giş teqiyan û agirê xezebê berê xwe da sê xortan. [2265 aydogan_res] Hersê xort ketin erdê û di nav xwînê de vegevizîn. [2266 aydogan_res] Xortê ku bîstika din kulma xwe bilind kiribû, li erdê jî û heta ku can da jî kulma xwe sist nekir. [2267 aydogan_res] Helîkopterê ji nişka ve şewqek avêt ser wan û leşkeran dora wan girt. [2268 aydogan_res] Wan jî nizanîbû bê çawa çêbû, bi tenê dît ku leşker wan dadixin. [2269 aydogan_res] Leşkeran ew birin û dan ber wî dîwarê ku bîstika din ew hersê xort li ber hatibûn kuştin. [2270 aydogan_res] Çavên xwe ji ber şewqa lempeyê, bi zorê vedikirin. [2271 aydogan_res] Tiştekî din xuya nedibû. [2272 aydogan_res] Leşker li hember wan rêz bûn. [2273 aydogan_res] Dengekî xurt qêriya: [directspeech aydogan_res] Ateeeş! [2274 aydogan_res] Û sileh giş bi hev re teqiyan. [2275 aydogan_res] Qudûmê wan şikestibû. [2276 aydogan_res] Serê wan gêj bûbû. [2277 aydogan_res] Ber çavên wan reş bûbû. [2278 aydogan_res] Nava wan qetiyabû. [2279 aydogan_res] Çongên wan sist bû û herdu jî li ser hevdu ketin erdê. [2280 aydogan_res] Herduyan jî nikarîbû çavên xwe vekirana. [2281 aydogan_res] Canê wan her diêşiya, lê wan nizanîbû, bê gule li kû wan ketibûn. [2282 aydogan_res] Ji ber ku her devera laşên wan bi hev re diêşiya. [2283 aydogan_res] Tev nediliviyan. [2284 aydogan_res] Di cihê xwe de hişk bûbûn. [2285 aydogan_res] Deng ji wan dernediket. [2286 aydogan_res] Bi dû re dengekî din hat wan: [directspeech aydogan_res] Robîn! [2287 aydogan_res] Robîn! [2288 aydogan_res] Robîn veciniqî û çavên xwe vekirin. [2289 aydogan_res] Li wê zivirî. [2290 aydogan_res] Mîna ku ji binê bîreke kûr derketibe, bêhna wî çikiyabû. [2291 aydogan_res] Him bi lez hilma xwe distend, him jî ji tirsan digiriya. [2292 aydogan_res] Xwe avêt situyê wê û weha sekinî. [2293 aydogan_res] Herçî Bişar bû, di şûna xwe de serê xwe bera ber xwe dabû û diponijî. [2294 aydogan_res] Robîn di himbêza wê de dilerizî û dinaliya: [directspeech aydogan_res] Min bernede, Gulcan! [2295 aydogan_res] Min bernede! [2296 aydogan_res] Dinya rohnî bûbû. [2297 aydogan_res] Dengê bayê derve, dihat heta hindur. [2298 aydogan_res] Sobeya hindur, ji êvarî de venemirîbû. [2299 aydogan_res] Leyla Xanim ji şeveqê de rabûbû. [2300 aydogan_res] Piştî ku nimêja sibehê kiribû, ketibû medbexê û firaxên ku ji roja berê de ketibûn ser hevdu dişuştin. [2301 aydogan_res] Herkes di xewê de bû. [2302 aydogan_res] Resûl Beg ji ber ku di xwe re nedîtibû, wê sibehê jî ranebûbû nimêjê. [2303 aydogan_res] Wî hercar weha dikir. [2304 aydogan_res] Nexweşiya xwe jî ji xwe re dikir mahne û ranedibû. [2305 aydogan_res] Leyla Xanimê carinan di nav malê de, qerfên xwe pê dikirin û behsa vî hawê wî dikir. [2306 aydogan_res] Resûl Beg nîvrokî radibû, diçû destmêja xwe digirt û nimêja xwe qeza dikir. [2307 aydogan_res] Gava ku nimêj dikir jî weke ku hinan dabe pey wî, bi lez diçû sucdeyê û radibû ser xwe. [2308 aydogan_res] Gava zarokên wî li wî û li nimêja wî ya ku wî di hindurê deqîqeyekê de dikir, ecêbmayî diman, mina ku ji wan re digot »guh nedinê« dikeniya û destê xwe kil dikir. [2309 aydogan_res] Leyla Xanim gava ku di medbexê de bi paçikekî şil fayans paqij dikirin, ji hêrsa xwe di ber xwe de digot: [directspeech aydogan_res] Îşev, ez ê ji Mîtanî re bibêjim; bila vê carê hestiyên wê bişkîne. [2310 aydogan_res] Ew ê heta nîvro rakeve û ez ê tevî vî porê xwe yê spî rabim û ji wê re xizmetê bikim. [2311 aydogan_res] Wele wele! [2312 aydogan_res] Icar me li bavê xwe zêde kir, ha! [2313 aydogan_res] Yê min, heta ku xwesa min sax bû, min nehiştibû ku ew rojekê jî destê xwe bide karekî. [2314 aydogan_res] Gava ku ket ber destan jî min bin wê paqij dikir. [2315 aydogan_res] Heke rojekê tiştekî weha bi me were, vê kûçikbava ha, dê li me jî nenihere û me biavêje derve, weleh! [2316 aydogan_res] Her ku ji xwe re weha digot, bûka wê bêtir li ber çavên wê reş dibû. [2317 aydogan_res] Binevşê di odeka xwe ya ku deriyê wê hertim girtî bû de, di himbêza mêrê xwe de û beyî ku hayê wê ji van tiştan hebe, di xewê de bû. [2318 aydogan_res] Heta derengê şevê, di himbêza mêrê xwe de veketibû û behsa xeyalên xwe yên li ser zaroka di zikê xwe de kiribû. [2319 aydogan_res] Leyla Xanimê çayê dabû ser û rahiştibû tizbiya xwe û çûbû, li hêwanê ji xwe re rûniştibû. [2320 aydogan_res] Gavekê rabû û çû ser Meryemê nixumand. [2321 aydogan_res] Herçî Meryema piçûk bû, di xew de hertim ser xwe kifş dikir. [2322 aydogan_res] Digel ku hindur germ bû jî Leyla Xanim gava ku bi xwe dihisiya, ji ber ku ev êdî ji wê re bûbû tebîetek diçû ew saxtî dikir û dihat. [2323 aydogan_res] Piştî bîstikekê, dengê zîla saeta hindur hat. [2324 aydogan_res] Ji odeka ku zarok lê radiketin, dengê teperepa lingan hat bihîstin. [2325 aydogan_res] Bi dû re, deng ji saetê biliya. [2326 aydogan_res] Deriyê odekê vebû, Mehabad jê derket û ber bi lawaboyê ve çû. [2327 aydogan_res] Gava ku vegeriya, berê li medbexê niherî, bi dû re jî hat hêwanê. [2328 aydogan_res] Mîna ku dike bi hinekan re şer bike, herdu destên xwe dan kêlekên xwe û ji diya xwe re got: [directspeech aydogan_res] Dayê, qey te medbex paqij kiriye? [2329 aydogan_res] Leyla Xanimê tizbiya xwe dikişand. [2330 aydogan_res] Serê xwe mîna ku bibêje »erê,« kil kir. [2331 aydogan_res] Mehabadê awirên xwe tûj kirin, destê xwe ber bi odeka Mîtanî ve kil kir û got: [directspeech aydogan_res] Çima xanimê ranebûye? [2332 aydogan_res] Leyla Xanimê mîna ku hebekî dilê xwe girtibe, lê weke ku hayê wê ji tiştekî tunebe û tew ne di bala wê jî de be, got: [directspeech aydogan_res] Nizanim. [2333 aydogan_res] Mehabadê di ber xwe de kir ufe uf û vegeriya medbexê. [2334 aydogan_res] Ji zû de ye ku ew jî ji ber tevgerên Binevşê aciz bûbû. [2335 aydogan_res] Carinan, gava ku li qayişkişandina wê û diya xwe difikirî, ji xwe re digot: [directspeech aydogan_res] Xwezî derfet hebûya û me ew cihê bikirana, lê belê em çi bikin. [2336 aydogan_res] Mecbûrî... [2337 aydogan_res] Ji cerga ku Binevşê û Mîtanî zewicîbûn, di nav malê de dijiyan. [2338 aydogan_res] Li malê odekek li ser hesabê wan bû, lê dîsa jî him yên malê û him jî Binevşê ji ber vê rewşê ne razî bûn. [2339 aydogan_res] Di serî de tu problem di navbera wan de çênedibû, lê bi dû re, her ku bêtir hînî hevdu bûn û perda ruyê wan li hember hevdu qetiya, wan êdî dilê xwe jî ji hev digirt. [2340 aydogan_res] Leyla Xanimê dixwast ku Binevşê jî wek dema ku ew bûk bû, ji malê re bûktiyê bike. [2341 aydogan_res] Lê, Binevşê wek ku wê dixwast nedikir û bi serê xwe hereket dikir. [2342 aydogan_res] Gava Mehabad ji nû ve vegeriya hêwanê, Leyla Xanima ku hê jî tizbiya xwe dikişand, keserek kişand û got: [2343 aydogan_res] Ez dizanim, bê meqseda wê çi ye. [2344 aydogan_res] Mehabadê guhên xwe bi meraq miç kirin. [2345 aydogan_res] Diya wê dewam kir: [2346 aydogan_res] Meqseda wê ew e ku em wan ji malê cihê bikin. [2347 aydogan_res] Mehabadê di ber xwe de kir niçe niç. [2348 aydogan_res] Wê ji berê de bi vêya dizanîbû, lê ya ku ew li ber diket ew bû ku diya wê bi awayekî tundî li hember fikra cihêbûnê derdiket. [2349 aydogan_res] Ne ku Mehabadê heq nedida Binevşê jî. [2350 aydogan_res] Heke ji wê bihata pirsîn, wê ê bigotaya, bila cihê bibin. [2351 aydogan_res] Lê belê, ji ber rewşa malê û sermiyanbûna Mîtanî, wê dizanîbû ku ev tişt niha nabe. [2352 aydogan_res] Her çi qasî rewşa wan ne xerab bûya jî ger Mîtanî ji malê cihê bibûya, jê û pê ve dê rewş bihataya guhertin. [2353 aydogan_res] Ji ber ku Robîn bi vî awayî nikarîbû sermiyantî bikira û wê jî bi tena serê xwe nikarîbû. [2354 aydogan_res] Carinan, li ser vê meseleyê bi Mîtanî re jî dipeyivî, lê Mîtanî nedixwast ku nîqaşeke bi vî rengî têkeve nav malê. [2355 aydogan_res] Wî digot, »em mecbûr in bi hev re îdare bikin.« [2356 aydogan_res] Leyla Xanimê dîsa dewam kir: [directspeech aydogan_res] Erê wele! [2357 aydogan_res] Xweş mesele ye! [2358 aydogan_res] Ji sibehê heta êvarî, heta ku ez vê malê didim ser hev, hal di min de namîne û vêya ku me ji nav rêxê derxist, bi-la ji xwe re rakeve. [2359 aydogan_res] Tew îja zikê xwe ji xwe re dike mahne. [2360 aydogan_res] Hingî radikeve, ew ê zaroka xwe jî di zikê xwe de bifetisîne, weleh! [2361 aydogan_res] Mehabadê bi gazind got: [2362 aydogan_res] Ez nizanim, ez çi bikim ji we! [2363 aydogan_res] Leyla Xanimê di ber xwe de got: [2364 aydogan_res] Zaroka wê jî zarok bûya! [2365 aydogan_res] Xwedê kir ku keçik e! [2366 aydogan_res] Mehabadê dîsa keserek kişand û vegeriya çû medbexê. [2367 aydogan_res] Li dema çayê niherî. [2368 aydogan_res] Çû li deriyê wan xist û ew şiyar kirin. [2369 aydogan_res] Dengin ji hindur hatin. [2370 aydogan_res] Binevşê mêrê xwe şiyar dikir. [2371 aydogan_res] Derî vebû. [2372 aydogan_res] Serê Binevşê di ber de, çavên wê li xew, di ber Mehabadê re bihurî û berê xwe da daşirê. [2373 aydogan_res] Zikê wê mezin bûbû, êdî bi temamî xuya dikir. [2374 aydogan_res] Ruyê wê, dibe ku ji ber wî halê wê be, hebekî werimîbû. [2375 aydogan_res] Herçî Mehabadê bû, di pey wê re, ji hêrsa xwe dev li lêva xwe kir û serê xwe kil kir. [2376 aydogan_res] Gava ku Mîtanî jî ji odekê derket, ji bo ku kincên xwe li xwe bike, çû odeka xwe. [2377 aydogan_res] Gava sifre hat danîn, zarokên din jî şiyar bûbûn. [2378 aydogan_res] Hew Robîn û Resûl Beg di xew de mabûn. [2379 aydogan_res] Leyla Xanim li hêwanê, berdilka Meryemê li wê dikir. [2380 aydogan_res] Porê wê ji paşiyê ve hûnabû. [2381 aydogan_res] Herçî Serdar bû, berî Meryemê rabûbû, bedlê xwe yê reş ku ji êvarî de hatibû ûtîkirin li xwe kiribû û li ber neynika lawaboyê porê xwe jole dikir. [2382 aydogan_res] Di ber re jî ji xwe re difîkand. [2383 aydogan_res] Qutikekî spî yê dibiriqîne, di bin êlegê bedlê wî re xuya dibû. [2384 aydogan_res] Qirewateke sor xistibû situyê xwe û rîha xwe jî kur kiribû. [2385 aydogan_res] Li ser sifreyê, zêde nepeyivîn. [2386 aydogan_res] Lê dengê kenê Meryemê ku henekên xwe bi porê Serdar î jolekirî dikir, dihat bihîstin. [2387 aydogan_res] Serdar jî carê tepek li serê wê dixist, da ku wê bide sekinandin. [2388 aydogan_res] Mehabad jî bi wan dikeniya. [2389 aydogan_res] Taştiya xwe xwar û berî ku derkeve, Mîtanî ji diya xwe re got: [2390 aydogan_res] Yadê, min pere daye Binevşê, îroj tu û ew biçin nexweşxaneyê. [2391 aydogan_res] Leyla Xanim berî ku bipeyive, di bin çavan re li Binevşê niherî û got: [2392 aydogan_res] Xêr e? [2393 aydogan_res] Çî wê heye? [2394 aydogan_res] Mîtanî ruyê xwe hebekî tirş kir, serê xwe bera ber xwe da. [2395 aydogan_res] Ez nizanim. [2396 aydogan_res] Do verişiyaye. [2397 aydogan_res] Dibêje, ez ne baş im. [2398 aydogan_res] Wê gavê, Leyla Xanimê berê xwe da Binevşê û weke ku bi wê re bixeyide, got: [directspeech aydogan_res] Ma çend mehên te qediyane, lê? [2399 aydogan_res] Binevşê ket ber fediyê. [2400 aydogan_res] Ruyê wê hebekî sor bûbû. [2401 aydogan_res] Serê xwe bera ber xwe da. [2402 aydogan_res] Şeş meh xelas bûn. [2403 aydogan_res] Leyla Xanim li Mîtanî zivirî û weke ku henekên xwe bi wan bike, got: [2404 aydogan_res] Hê tişt tune ye, lo! [2405 aydogan_res] Mala te nekeve! [2406 aydogan_res] Tu dibêjî qey xelkê tu carî zarok neanîne. [2407 aydogan_res] Binevş bêtir ket ber fediyê. [2408 aydogan_res] Mîtanî got: [2409 aydogan_res] Tişt pê nayê. [2410 aydogan_res] Hûn dîsa jî biçin. [2411 aydogan_res] Hela ka bê textor çi dibêjê. [2412 aydogan_res] Leyla Xanimê ji neçarî got: [2413 aydogan_res] Baş e. [2414 aydogan_res] Em ê biçin. [2415 aydogan_res] Lê, ez dibêjim; em ê belasebeb pereyên xwe bi bidin textoran. [2416 aydogan_res] Mîtanî fahm kir, bê nêyta diya wî çi ye. [directspeech aydogan_res] Na, na! [2417 aydogan_res] Ne belasebeb e. [2418 aydogan_res] Hela hûn biçin. [2419 aydogan_res] Piştî ku hûn vegeriyan jî [2420 aydogan_res] telefonî min bikin. [2421 aydogan_res] Bila hayê min jê hebe. [2422 aydogan_res] Bi dû re, li aliyê odeka Resûl Beg niherî û got: [directspeech aydogan_res] Bavê min jî bi xwe re bibin. [2423 aydogan_res] Bila ew jî hebekî ji xwe re bigere. [2424 aydogan_res] Li hindur aciz dibe. [2425 aydogan_res] Leyla Xanimê bi mahdekî tirş li Binevşê niherî. [2426 aydogan_res] Niherîna wê bala Mîtanî jî kişand. [2427 aydogan_res] Wî jî mahdê xwe tirş kir û aciz bû. [2428 aydogan_res] Binevşê bala xwe nedabûyê. [2429 aydogan_res] Serê wê hê di ber wê de bû û li wan guhdarî dikir. [2430 aydogan_res] Leyla Xanim ji bo ku bi ya wê nebûbû, li ber ket. [2431 aydogan_res] Keserek kişand. [2432 aydogan_res] Dîsa li wî zivirî. [2433 aydogan_res] Baş e. [2434 aydogan_res] Bila weke te be, lawo. [2435 aydogan_res] Mîtanî bi dû re destekî xwe ber bi wê de rakir û ji jina xwe re got: [2436 aydogan_res] Binere! [2437 aydogan_res] Tu dîsa wî kirasê xwe yê do li xwe nekî, ha! [2438 aydogan_res] Tiştekî ku zikê te zêde xuya neke, li xwe bike. [2439 aydogan_res] Binevşê di ber xwe de got: [directspeech aydogan_res] Temam. [2440 aydogan_res] Ji ber ku mêrê wê li ber xwesa wê û gorma wê Mehabadê û zarokên din bi wê re xeyidîbû, li ber xwe ketibû. [2441 aydogan_res] Piştî ku mêrê wê derket, ket odeka xwe û giriya. [2442 aydogan_res] Nehat hêwanê û sifre jî ranekir, lê Leyla Xanimê vê carê guh nedabûyê. [2443 aydogan_res] Ji ber ku Mîtanî li ber herkesî ew rezîl kiribû, dilê wê jî li Binevşê rehet bûbû. [2444 aydogan_res] Piştî ku Leyla Xanimê Serdar û Meryem jî bi rê ve kirin, çû xwe li ser nivînên xwe dirêj kir û bîstikek tê re neçû jî ket xewê. [2445 aydogan_res] Heta nîvroyê ranebû. [2446 aydogan_res] Hew carekê gava ku Resûl Beg rabûbû, ji odekê deriketibû û bi dû re, dîsa vegeriyabû, bi dengê lingên wî bi xwe hisiyabû. [2447 aydogan_res] Yekî rokekê li ser dîwarekî bi boyaxeke sor nivîsandibû: »û jan jî kedî dibûn di nav çûyin û hatinên demsalan de bi bayekî nas î kevin naxape êdî ev dil...« [2448 aydogan_res] Ro dihat nîvro. [2449 aydogan_res] Li derve, baranê dest pê kiribû. [2450 aydogan_res] Resûl Beg nimêja xwe qeza kiribû û hatibû ji xwe re li ber televîzyonê rûniştibû. [2451 aydogan_res] Di televîzyonê de filîmekî li ser gundiyan hebû. [2452 aydogan_res] Bi dengê telefonê re veciniqî û rabû ser xwe. [2453 aydogan_res] Çû ser serê Robîn û ew şiyar kir. [2454 aydogan_res] Gava ku Robîn çavên xwe vekirin jî weke ku dixwaze tiştekî bibêje, li çepikan dixist û aliyê hêwanê nîşan dida. [2455 aydogan_res] Wê gavê Robîn tiştek ji wî fahm nekir, lê gava ku dengê telefonê dîsa hat, rabû ser xwe û xar bir telefonê. [2456 aydogan_res] Ji aliyekî jî şîlaqa çavên xwe paqij dikir. [2457 aydogan_res] Resûl Beg jî da pey wî û hat li ber wî sekinî. [2458 aydogan_res] Elo, kerem bikin. [2459 aydogan_res] Dengekî zilaman bi kurdî û bi ken bersiv dayê: [2460 aydogan_res] Merheba ji te re, Robîn. [2461 aydogan_res] Robîn deng nas nekir. [2462 aydogan_res] Merhaba ser çavan. [2463 aydogan_res] Tu kî yî? [2464 aydogan_res] Te ez nas nekirim, ne weha? [2465 aydogan_res] Dengê hember weke ku henekên xwe bi wî bike dipeyivî. [2466 aydogan_res] Ji lewra hebekî hêrs bû. [2467 aydogan_res] Ji ber ku kêfa wî qet ji van henekan re nedihat. [2468 aydogan_res] Resûl Beg carê niquşk li wî dixistin û weke ku bibêje »kî ye«, destê xwe radikir û li wî diniherî. [2469 aydogan_res] Robîn qet bersiv nedidayê. [2470 aydogan_res] Hew carekê weke ku bibêje »bes e, lo« destê xwe jê re kil kiribû. [2471 aydogan_res] Dengê hember dîsa keniya. [directspeech aydogan_res] Xayin! [2472 aydogan_res] Ma mirov hevalê xwe ji bîr dike? [2473 aydogan_res] Vê carê, êdî xulqê wî tam teng bûbû, lê ji bo ku ev xuya neke, dîsa weke berê pirsî: [2474 aydogan_res] Ev tu kî yî? [2475 aydogan_res] Ez im, ez! [2476 aydogan_res] Elî. [2477 aydogan_res] Elî? [2478 aydogan_res] Çi qasî fikirî jî kesekî bi navê Elî nehat bîra wî. [2479 aydogan_res] Dengê hember dîsa got: [2480 aydogan_res] Heyla Xwedê li te bixe, lawo! [2481 aydogan_res] Ez Eliyê Artîst im. [2482 aydogan_res] Artîst! [2483 aydogan_res] Robîn bi vê gotinê, ew nas kir. [2484 aydogan_res] Ruyê wî anî ber çavên xwe. [2485 aydogan_res] Nizanîbû bê dê çi bigota. [2486 aydogan_res] Hema ji ber xwe ve got: [2487 aydogan_res] Wey, Artist! [2488 aydogan_res] Tu ji kû derketî, lawo? [2489 aydogan_res] Erê lawo, te em ji bîr kirine, ne weha? [2490 aydogan_res] Kenîya, nizanîbû bê çi dikir. [2491 aydogan_res] Lawo, ma ez hê nû ji xew rabûme. [2492 aydogan_res] (Bi dû re jî got.) Hela tu dev jê berdî. [2493 aydogan_res] Tu ji kû digerî? [2494 aydogan_res] Elî keniya. [2495 aydogan_res] Ez li Stenbolê me. [2496 aydogan_res] Tu henekên xwe bi min dikî. [2497 aydogan_res] Tu li kû yî, niha? [2498 aydogan_res] Weleh, ez li Stenbolê me. [2499 aydogan_res] Ez aniha jî li cem Mîtanî mim. [2500 aydogan_res] Ger tu bawer nakî, ez ê telefonê bidim wî. [2501 aydogan_res] Piştî ku dengê Mîtanî hatê, Robîn hê nû bawer kir. [2502 aydogan_res] Got: [directspeech aydogan_res] De binere. [2503 aydogan_res] Tu bi tu deveran ve neçe, ha! [2504 aydogan_res] Va ez aniha derdikevim. [2505 aydogan_res] Hema heta saetekê ez li wira mim. [2506 aydogan_res] Bi lez xwe girê da û derket. [2507 aydogan_res] Ji ber barana ku dibariya, rê hatibûn girtin. [2508 aydogan_res] Ji lewre, heta ku mekîne gihîşt cihê ku Robîn dê lê daketaya, du saet derbas bûn. [2509 aydogan_res] Herçî Elî bû, gava ku Robîn ket kargeha Mîtanî, berê ew nas nekir. [2510 aydogan_res] Lê belê, ji ber berçavka wî û kenê li ruyê wî ket gumanê. [2511 aydogan_res] Li hevdu niherî. [2512 aydogan_res] Robîn dikeniya. [2513 aydogan_res] Elî rabû ser xwe û çû pêşiya wî. [2514 aydogan_res] Hevdu himbêz kir. [directspeech aydogan_res] Tu bi xêr hatiyî. [2515 aydogan_res] Tu çawa yî, lo? [2516 aydogan_res] Li hember hev, li ser kursiyan rûniştin. [2517 aydogan_res] Ji cerga ku Robîn hatibû Stenbolê, hevdu nedîtibû. [2518 aydogan_res] Hey bi ken li hevdu diniherî. [2519 aydogan_res] Mîtanî rabû çay ji wan re xwast. [2520 aydogan_res] Karkerekî wî çû pênc-şeş çay anîn û hat. [2521 aydogan_res] Him henek menek bi hevdu dikirin, him jî Elî ji wan re behsa sedema hatina xwe ya Stenbolê dikir. [2522 aydogan_res] Herçî Elî bû, li Diyarbekirê bi alîkariya bavê xwe, ji xwe re dikanek vekiribû. [2523 aydogan_res] Niha jî ji bo ku di dikanê de bifiroşe, hatibû ji febrîqeyeke tekstîlê alavan bikire. [2524 aydogan_res] Çer ku daketibû, çûbû alav stendibûn û biribûn termînalê, bi dû re jî hatibû cem Mîtanî. [2525 aydogan_res] Gava ku ji Robîn re got »ez zewicîme û du zarokên min jî hene«, Robîn ecêbmayî mabû. [2526 aydogan_res] Hayê wî ji van tiştan çênebûbû. [2527 aydogan_res] Piştî ku bi hev re firavîn jî xwar, herduyan xatir ji Mîtanî xwast û derketin. [2528 aydogan_res] Dinya sar bû. [2529 aydogan_res] Berf û baran tev li hev dibariyan. [2530 aydogan_res] Herduyan ber xwe girt û ketin milê hev. [2531 aydogan_res] Li ber derî sekinîn. [2532 aydogan_res] Robîn li dora xwe niherî û got: [2533 aydogan_res] Em biçin kû, lo? [2534 aydogan_res] Weleh, hema tu me bibî kî derê, em ê biçin wira. [directspeech aydogan_res] De hey em nikarin di vê hewayê de, tu tahmê ji xwe bikin. [2535 aydogan_res] Hema ka em biçin malê çêtir e. [2536 aydogan_res] Xwe bera aliyê behrê dan. [2537 aydogan_res] Herçî Elî bû, qama wî hema hema bi qasî ya Robîn bû, bes hebekî ji wî girstir bû. [2538 aydogan_res] Ruyekî wî yê weha hebû ku mirov digot qey Xwedê ji qazî weha afirandiye. [2539 aydogan_res] Çavên wî di bin birûyên stûr de wenda dibûn. [2540 aydogan_res] Bêvila wî piçûk û gulover bû. [2541 aydogan_res] Wexta ku dimeşiya, milên wî bi herdu aliyan ve kil dibûn. [2542 aydogan_res] Hevaltiya wan ji salên lîseyê hebû. [2543 aydogan_res] Wê gavê, ji bilî Şêxo ji xwe sê-çar hevalên Robîn tenê hebûn. [2544 aydogan_res] Elî jî yek ji wan bû û gelek tişt bi hev re par kiribûn. [2545 aydogan_res] Piştî ku hebekî meşiyan, Elî ji wî re got: [2546 aydogan_res] Mîtanî got ku te dev ji mektebê berdaye. [2547 aydogan_res] Robîn keserek kişand. [2548 aydogan_res] Destê xwe bi gazind rakir û got: [2549 aydogan_res] Erê, lo! [2550 aydogan_res] Belasebeb bû. [2551 aydogan_res] Te bi zorê qezenc kiribû, lawo. [directspeech aydogan_res] Na lo, dev jê berde. [2552 aydogan_res] Hingî ji min re bûbû meraq, ez ketibûm îmtihanê. [2553 aydogan_res] Ji xwe, Mîtanî nehişt, ez qeyda xwe jê bibim. [2554 aydogan_res] Heqê wê radizîne banqeyê. [2555 aydogan_res] Bi xêra wê, em narin leşkeriyê jî. [2556 aydogan_res] Elî tiştekî din nepirsî. [2557 aydogan_res] Ji xwe, ji ber sermayê hew dikarîbû bipeyiviyana jî. [2558 aydogan_res] Di bin baranê de şil bûbûn. [2559 aydogan_res] Gava ku behsa rojên xwe yên berê dikir, Robîn pirsî: [directspeech aydogan_res] Îja, hevalên me yên din çi dikin, lo? [2560 aydogan_res] Te qet behsa wan nekir. [2561 aydogan_res] Qey hûn hevdu nabînin? [2562 aydogan_res] Elî piçekî fikirî û li bersivekê geriya, lê tiştek negot. [2563 aydogan_res] Bi dû re, wî jê pirsî: [2564 aydogan_res] Tu li kê dipirsî? [2565 aydogan_res] Mesela, Selman hebû, Şêxo hebû û… Li navê yekî din jî fikirî. [2566 aydogan_res] Nehat bîra wî. [2567 aydogan_res] Navê wî çi bû, lo! [2568 aydogan_res] Te dît ew ê ku li dora qîza polîsekî digeriya, lo. [2569 aydogan_res] Tu deng ji Elî derneket. [2570 aydogan_res] Bi dû re, got: [2571 aydogan_res] Ha… tu behsa Hemdîn dikî. [2572 aydogan_res] Elî weke ku nedixwast behsa wî bike, navê wî gotibû. [2573 aydogan_res] Vêya bala Robîn jî kişandibû. [directspeech aydogan_res] Erê erê. [2574 aydogan_res] Hemdîn. [2575 aydogan_res] Ma çi bû ji wî? [2576 aydogan_res] Elî kesereke kûr kişand. [2577 aydogan_res] Deng ji wî derneket. [2578 aydogan_res] Piştî ku hebekî meşiyan, di ber xwe de got: [directspeech aydogan_res] Hemdîn sala par hat kuştin, Robîn. [2579 aydogan_res] Kenê li ruyê Robîn ji nişka ve cihê xwe ji ecêbmayinê re hiştibû. [2580 aydogan_res] Mat mabû. [2581 aydogan_res] Sekinîn. [2582 aydogan_res] Robîn ziq li wî diniherî. [2583 aydogan_res] Nepeyivî. [2584 aydogan_res] Elî dîsa ket milê wî û meşiyan. [2585 aydogan_res] Ji wî re got: [directspeech aydogan_res] Apê wî li wî dabû. [2586 aydogan_res] Tê bîra te, ne weha? [2587 aydogan_res] Apê wî Fermano sîxur bû. [2588 aydogan_res] Dihat gotin ku çend caran pev çûne. [2589 aydogan_res] Hemdîn carekê ew birîndar jî kiribû, lê nemir, bênamûs! [2590 aydogan_res] Carekê deng hew ji Hemdîn derket. [2591 aydogan_res] Piştî wê bi rojan jî meytê wî li ser riya Bismilê hat dîtin. [2592 aydogan_res] Hew peyivîn. [2593 aydogan_res] Li otobusê siwar bûn û çûn malê. [2594 aydogan_res] Gava ku daketin, Elî got: [2595 aydogan_res] Te dizanîbû ku Selman derketiye çiyê, ne weha? [2596 aydogan_res] Na, lo! [2597 aydogan_res] Weleh! [2598 aydogan_res] Ew jî hema hema sala te neqediyabû, derket. [2599 aydogan_res] Hayê min jê çênebûye. [2600 aydogan_res] Piştî ku hebekî ponijî, got: [2601 aydogan_res] Tu xeber ji wî hene gelo? [2602 aydogan_res] Hê sax e? [directspeech aydogan_res] Na. [2603 aydogan_res] Tu xeber jê derneket. [2604 aydogan_res] Pismamên wî hene, ez carinan ji wan dipirsim. [2605 aydogan_res] Hayê wan jî ji wî tune ye. [2606 aydogan_res] Ez dibêjim qey hê sax e. [2607 aydogan_res] Robîn rojên berê anîn bîra xwe. [2608 aydogan_res] Ew û Hemdîn û Şêxo tu carî ji hev nediqetiyan. [2609 aydogan_res] Wê roja ku kuştina Seydo bihîstibûn jî herduyan bi wî re baz dabû û heta ji wira bar kirin û hatin Stenbolê jî ji wî neqetiyabûn. [2610 aydogan_res] Bi hev re diçûn û bi hev re dihatin. [2611 aydogan_res] Di ber xwe de kir niçe niç. [2612 aydogan_res] Çendekî bê deng meşiyan. [2613 aydogan_res] Bi dû re, ji bo ku nepirse, di ber xwe de da, lê dîsa jî bi xwe nikaribû, got: [2614 aydogan_res] Le Şêxo? [2615 aydogan_res] Elî jî li hember vê pirsê, bîstikekê bêdeng ma. [2616 aydogan_res] Hayê te ji wî jî tune ye, ne weha? [2617 aydogan_res] Robîn beyî ku serê xwe rake, got: [2618 aydogan_res] Naaa. [2619 aydogan_res] Elî keserek kişand, mijangên xwe rakirin li cihekî gelekî dûr niherî û sekinî. [directspeech aydogan_res] Şêxo di hefsê de ye. [2620 aydogan_res] Tu deng ji Robîn derneket. [2621 aydogan_res] Ji vê rewşê diyar dibû ku êdî hertişt baş fahm kiribû û hewce nedîtibû ku li tiştekî din bipirse. [2622 aydogan_res] Elî piştî ku di vê rewşa wî de têgihişt, bêtir hêrs bû û lêva xwe gez kir. [2623 aydogan_res] Serê xwe rakir û li jorê niherî. [2624 aydogan_res] Serê xwe bi kerb hejand. [2625 aydogan_res] Dinya dicemidî. [2626 aydogan_res] Berfê hêdî hêdî erd digirt. [2627 aydogan_res] Ser mekîneyên ku li qiraxa riyê hatibûn rêzkirin, bi berfê ve dihat nixumandin. [2628 aydogan_res] Elî dîsa çavên xwe dagerandin ser riyê û serê xwe bera ber xwe da. [directspeech aydogan_res] Dihat gotin ku gerîlayekî li ser wî îfade daye. [2629 aydogan_res] Qey wî şevekê ew li mala xwe hewandibû. [2630 aydogan_res] Gava ku tê girtin navê hemû kesên ku alî wî kiribû, dide. [2631 aydogan_res] Şêxo jî li xwe mikur nehat. [2632 aydogan_res] Dihat gotin ku kûçikan ew pir êşandiye. [2633 aydogan_res] Heyşt sal ceza jê re tê xwastin. [2634 aydogan_res] Lê mehkemeya wî hê jî xelas nebûye. [2635 aydogan_res] Bi dû re jî got: [directspeech aydogan_res] Ez carinan diçim cem wî. [2636 aydogan_res] Bes zor e. [2637 aydogan_res] Êdî nahêlin em hevdu bibînin. [2638 aydogan_res] Ez jî nameyan ji wî re dişînim. [2639 aydogan_res] Gava bihîst ku ez ê werim Stenbolê, ji te re silav şandin. [2640 aydogan_res] Digot, ez dixwazim wî jî bibînim. [2641 aydogan_res] Robîn pir li ber ketibû. [2642 aydogan_res] Serê xwe her bi kerb kil dikir û li ber xwe diniherî. [2643 aydogan_res] Elî jî ferq kiribû, bê çi tesîr lê bûye. [2644 aydogan_res] Ji ber vê yekê, wî jî hew behsa wî kir. [2645 aydogan_res] Ji ser riyê dageriyan dikanekê. [2646 aydogan_res] Elî hinek şêranî kirî û derket. [2647 aydogan_res] Heta ku gihiştin malê, berf jî sekinîbû. [2648 aydogan_res] Di şûna wê de, bayekî kur dest pê kiribû. [2649 aydogan_res] Rojê ji bo çûyinê, haziriya xwe ya dawiyê dikir. [2650 aydogan_res] Hêdî hêdî dibû êvar. [2651 aydogan_res] Wê şevê heta dereng şiyar man. [2652 aydogan_res] Behsa rojên ku bi hev re derbas kiribûn kir. [2653 aydogan_res] Behsa hevalên xwe yên berê ku niha bûbûn noka li kevir û wekî din jî behsa evînên berê kir. [2654 aydogan_res] Robîn ji wî re behsa Gulcanê jî kir. [2655 aydogan_res] Hew behsa Nûşînê nekir. [2656 aydogan_res] Ew jî Elî çend caran xwast ku peyvê bîne ser wê, lê gava dît ku Robîn behsa keçikeke nû dike, dev ji wê peyvê berda. [2657 aydogan_res] Nîvrokî, Elî xatir ji malê xwast û herdu bi hevdu re derketin, çûn termînalê. [2658 aydogan_res] Gava ku gihîştin termînalê, ji çûyina mekîneyê re, hê saetek hebû. [2659 aydogan_res] Ji ber ku dinya sar bû, ew jî çûn li kafeteryaya li kêleka termînalê rûniştin. [2660 aydogan_res] Herkê çayek vexwar. [2661 aydogan_res] Berî ku rabin, Elî hebekî jî bi tirs, weke tiştekî ku wî ji bîr kiribe bîne bîra wî, got: [directspeech aydogan_res] Te qet li Nûşînê nepirsî. [2662 aydogan_res] Ji cerga ku hatibû, dixwast li vê yekê bipirse, lê ji ber ku peyv nehatibû ser, cesaret nekiribû ku vê mijarê veke. [2663 aydogan_res] Herçî Robîn bû, ji cerga ku Elî dîtibû, him digot hema bila neyê bîra wî û wê behsê veneke, him jî dixwast ji wî re rûne û behsa wê bike. [2664 aydogan_res] Ditirsiya. [2665 aydogan_res] Ji lewre, gava ku navê wê hat gotin, berê xwe da aliyê camê. [2666 aydogan_res] Tiştek negot. [2667 aydogan_res] Aciz bû. [2668 aydogan_res] Ji hêrsa xwe, diranên xwe jidandibûn û li derve diniherî. [2669 aydogan_res] Bi dû re lêva xwe xwar kir, keserek kişand û got: [2670 aydogan_res] Dev jê berde, lo… Tiştê çû, nede dû. [2671 aydogan_res] Elî bişirî û got: [2672 aydogan_res] Weleh ez nikarim, Robîn. [2673 aydogan_res] Keçikê silav jî ji te re şand. [2674 aydogan_res] Robîn, him kêfa wî bi vêya hat, him jî hêrsa wî û liberketina wî mezintir bû. [2675 aydogan_res] Ji kerban, keniya. [2676 aydogan_res] Elî bala xwe dida tevgerên wî û dixwast têbigihêje bê ka çi difikirî. [2677 aydogan_res] Robîn çixareyek pêxist. [2678 aydogan_res] Bêyî hişê xwe hilmeke kûr lê xist. [2679 aydogan_res] Di nav dûmanê de ma. [2680 aydogan_res] Mîna ku ruyê Nûşîn anîbe ber çavên xwe, hebekî bêdeng ma û li ber xwe niherî. [2681 aydogan_res] Bi dû re, bi dengekî lerzokî got: [directspeech aydogan_res] Xêr e? [2682 aydogan_res] Bi çi ruyî silavan dişîne? [directspeech aydogan_res] Ez jî nizanim. [2683 aydogan_res] Carinan em hevdu dibînin. [2684 aydogan_res] Lê çavên min bar nabin ku ez bi wê re bipeyivim. [2685 aydogan_res] Rojekê hat dikana min. [2686 aydogan_res] Qey ji hinan bihîstibû ku nûmaraya telefona te li ba min heye. [2687 aydogan_res] Ji min xwast. [2688 aydogan_res] Min got, »ez nikarim bidim.« Wê jî behsa te kir. [2689 aydogan_res] Serê xwe bera ber xwe da û giriya. [2690 aydogan_res] Gava ku Mîtanî hatibû Diyarbekirê, wê ew li sûkê dîtibû. [2691 aydogan_res] Li gora ku ji min re got, ji wê rojê û vir de ye ku her roj xewna te dibîne. [2692 aydogan_res] Gava ku serê xwe rakir, min li çavên wê niherî, Robîn. [2693 aydogan_res] Derew nedikir. [2694 aydogan_res] Bi rastî jî ji te hez dike. [2695 aydogan_res] Robîn bêtir hêrs bû. [2696 aydogan_res] Ev yek berî niha bi çar pênc salan ji wî re bihataya gotin, wî ê belkî reaksiyoneke cidatir nîşan bidaya. [2697 aydogan_res] Wê gavê, peyveke mîna vêya dikarîbû bikira ku Robîn bi şûn de vegere welêt jî. [2698 aydogan_res] Lê îro?.. Îro ji bo van tiştan, dereng e êdî. [directspeech aydogan_res] Te jî bawer kir, ne weha? [2699 aydogan_res] Ma qey ez nizanim, Elî? [2700 aydogan_res] Min dizanîbû ku tu ê dawiya dawiyê behsa wê jî bikî. [2701 aydogan_res] Û va ye te asoxî bi a xwe kir. [2702 aydogan_res] Serê xwe bi kerb hejand, destê xwe kir hutik û li maseyê xist. [2703 aydogan_res] Çend saniyeyan bêdeng sekinî û li ber xwe niherî. [2704 aydogan_res] Diranên xwe hişk jidandin. [2705 aydogan_res] Kesereke kûr kişand. [2706 aydogan_res] Bi destê xwe yê rastê eniya xwe hebekî mist da. [2707 aydogan_res] Bi dû re, dîsa peyva xwe domand: [directspeech aydogan_res] Piştî ewqas salan, Elî. [2708 aydogan_res] Piştî ewqas salan, ew ê silavan ji min re bişîne, ha!. [2709 aydogan_res] Wexta ku li kuçeyên Diyarbekirê xwe dikişand, em nedihatin bîra wê, ne weha! [2710 aydogan_res] Robîn bi hêrs dipeyivî. [2711 aydogan_res] Mirov dizanîbû ku dilê wî ji kerban tije bûye. [2712 aydogan_res] Mirov digot qey ew ê aniha serê xwe deyne û bigirî. [2713 aydogan_res] Dengê wî dilerizî. [directspeech aydogan_res] Yê te… tu silavên min li wê neke, Elî. [2714 aydogan_res] Min têra xwe kişandiye. [2715 aydogan_res] Min ji ber wê, tu xêr ji vî umrê xwe nedîtiye. [2716 aydogan_res] Ji cerga ku ez ji wê veqetiyame, her ku ew tê bîra min, eynî weke ku xencereke zingarî li ser dilê min bikeve, Elî! [2717 aydogan_res] Tu jî hatiyî û ji min re behsa giriyê wê dikî. [2718 aydogan_res] Ma qey ew dikare bi qasî min bigirî? [2719 aydogan_res] Ez ji kerba wê, hertim dev li canê xwe dikim, Elî! [2720 aydogan_res] Tiştê ku vê qahpikê aniye serê min, dijmin jî nayne serê dijminan. [2721 aydogan_res] Ma ez ê çawa baweriya xwe bi giriyê wê bînim? [2722 aydogan_res] Ma qey tu vê rewşa min nabînî? [2723 aydogan_res] Û dîsa berê xwe da aliyê camê. [2724 aydogan_res] Çavên wî zor didan sînorên xwe. [2725 aydogan_res] Elî serê xwe bera ber xwe dabû. [2726 aydogan_res] Ew jî poşman bûbû ku behsa Nûşînê kiribû. [2727 aydogan_res] Divê ji berê de reaksiyona Robîn bihesibandaya. [2728 aydogan_res] Ji ber ku Robîn hêrs bûbû û bi dengekî bilind bi wî re xeyidîbû jî bêtir li ber xwe ketibû. [2729 aydogan_res] Çend kesên li dora wan jî bala xwe dabû wan. [2730 aydogan_res] Robîn piştî ku hebekî hat ser xwe, çixareyeke din jî pêxist. [2731 aydogan_res] Tiliyên wî dilerizîn. [2732 aydogan_res] Bîstikeke bê deng man. [2733 aydogan_res] Di navberê de, carekê zivirî û li çavên Elî niherî. [2734 aydogan_res] Bi dû re, dîsa vegeriya ser camê û beyî ku bala xwe bide tiştekî, li kesên di nav wê berfa ku hûrik hûrik dibariya de diçûn û dihatin niherî. [2735 aydogan_res] Bêhna wî hebekî hatibû ber. [2736 aydogan_res] Dîsa li Elî zivirî û got: [directspeech aydogan_res] Xwezî te ez fahm bikirama, Elî. [2737 aydogan_res] Wê gavê… min ê ji te re tişt miştên [2738 aydogan_res] din jî bigotana. [2739 aydogan_res] Çendekî sekinî. [2740 aydogan_res] Fikirî û li Elî niherî. [directspeech aydogan_res] Ez ji te tiştekî bi tenê dixwazim, Eli. [2741 aydogan_res] Gava tu daketî, ji bîr neke, berê berê biçe cem Şêxo. [2742 aydogan_res] Divê tu tu carî nehêle ku ew bibêje »hevalên berê ez ji bîr kirime.« Û jê re bibêje, Elî. [2743 aydogan_res] Min hê ew rojên ku em li cem hev bûn, ji bîr nekirine û ez bêriya wî dikim. [2744 aydogan_res] Hew peyivîn. [2745 aydogan_res] Herçî Elî bû, tu gotin ji devê wî derneket. [2746 aydogan_res] Heta ku xatir ji hev xwast û li mekîneyê siwar bû jî li ser tiştekî din nepeyivîn. [2747 aydogan_res] Otobusê li ser berfa erdê qirçe qirç ji tekerên xwe derxist û hêdî hêdî bi paş ve kişiya û ji peronê derket. [2748 aydogan_res] Serê Elî hê jî di ber wî de bû. [2749 aydogan_res] Tarî diket erdê. [2750 aydogan_res] Dinya sar bû. [2751 aydogan_res] Berf bi hemû hêza xwe dibariya. [2752 aydogan_res] Digel ku dibû êvar jî erd di bin berfê de, mîna zeviyên pembo xuya dibû. [2753 aydogan_res] Ji ber şewqa berfa erdê, mirov nikarîbû lê biniheriya. [2754 aydogan_res] Darên ku tazî mabûn, xwe bi berfê nixumandibû. [2755 aydogan_res] Bayê kur, meş zehmet dikir, ji sermayê, ruyê mirov pûç dikir. [2756 aydogan_res] Ezman xuya nedibû. [2757 aydogan_res] Zivistanê cihê xwe xweş dikir. [2758 aydogan_res] Robîn ji bo ku neqefile, xwe xûz kiribû, destên xwe xistibûn bêrîkên qapûtê xwe û dimeşiya. [2759 aydogan_res] Xwe baş girê dabû. [2760 aydogan_res] Qapûtekî kesk ku heta paş situyê wî digirt û ew ji hercar girstir rê dida, li xwe kiribû. [2761 aydogan_res] Herçî berf bû, xwe li ser porê wî û rîha wî ya ku ev deh roj bûn ku nehatibû kurkirin danîbû û ew mîna kalekî dida xuyakirin. [2762 aydogan_res] Li der û dora wî, hin zilaman ji xwe re maseyên piçûk danîbûn û kincên zivistanê yên ku ser wan bi naylonan hatibû nixumandin, difiroştin. [2763 aydogan_res] Çend xortên ku dest û milên xwe tije tiştên firotinê kiribûn, bi wan kesên din re bang dikir: [directspeech aydogan_res] Saet, bazin, pênûs, zincîr… [2764 aydogan_res] Dengên kesên ku dixwast tiştan bifiroşin, tev li hev dibûn. [2765 aydogan_res] Di ber wan re, kesên ku xwe xûz kiribû û bi lez dixwast bigihêjin derinan, diçûn û dihatin. [2766 aydogan_res] Serê Robîn di ber de, di nav wan kesan û dengan re derbas bû. [2767 aydogan_res] Ruyê wî, ji ber bê sor bûbû. [2768 aydogan_res] Li rawestgehê, di nav gelek kesên din de, xwe da benda otobusê. [2769 aydogan_res] Hin kesan pif destên xwe dikir, hin kesên din jî ji bo ku xwe germ bikin, di cihên xwe de direqisîn. [2770 aydogan_res] Çavên herkesî bi bêsebirî li riyê bû. [2771 aydogan_res] Mekîne diçûn û dihatin. [2772 aydogan_res] Her ku mekîneyek dihat, giş bi hevdu re ber bi wê de direviyan û nivîsa ser wê dixwend. [2773 aydogan_res] Herçî Robîn bû, hingî di hindur de aciz bûbû, rabûbû û bi tena serê xwe derketibû derve. [2774 aydogan_res] Di bin wê berfê de, bêserî meşiyabû. [2775 aydogan_res] Çûbû li peravê, li kafeteryayekê rûniştibû û li deryaya ku dîsa har bûbû temaşe kiribû. [2776 aydogan_res] Çavên xwe bera ser keleka ku li ser pêlan bi tena serê xwe kil dibû, dabûn. [2777 aydogan_res] Heta êvarî, li wê kelekê temaşe kiribû û aciz bûbû. [2778 aydogan_res] Meşiyabû. [2779 aydogan_res] Beyî ku ber bi deverekê ve biçe û beyî ku li wext û sermayê bifikire... Gava ku westiyabû jî telefonî Gulcanê kiribû û gotibû »ez aciz bûme, ka were, em hevdu bibînin.« Gulcanê jî gotibû »ka tu were cem min, derve sar e. [2780 aydogan_res] Ez li malê, li benda te me.« [2781 aydogan_res] Hindurê mekîneyê bûbû ku mirov nikarîbû gava xwe biavêje. [2782 aydogan_res] Berî ku otobus tije bibe, ji xwe re cihek zeft kir. [2783 aydogan_res] Him serê wî ji ber êşê dikira biteqiya, him jî hingî di wê sermayê de meşiyabû, westiyabû. [2784 aydogan_res] Çavên wî diçûn ser hev. [2785 aydogan_res] Carê serê wî diket ber wî û dîsa şiyar dibû. [2786 aydogan_res] Zêde hewil neda xwe ku şiyar bimîne. [2787 aydogan_res] Bexçeyekî mezin hat pêşiya wî. [2788 aydogan_res] Her celeb kulîlk, giha, dar; dengê çivîkan û bêhneke xweş… Çemekî zirav di nav bexçe re diherikî û dengê xwe tev li yên doraliyê dikir. [2789 aydogan_res] Ava çem dibiriqand û kefê lê digirt. [2790 aydogan_res] Zilamekî porreş di nav wê xweşiyê de, li ber wî çemî, pişta xwe dabû aliyê Robîn û rûniştibû. [2791 aydogan_res] Darikek di destê wî de bû û bi wî darikî tiştek li erdê xêz dikir. [2792 aydogan_res] Robîn digel ku dûr bû jî dikarîbû tê derxistaya bê zilam çi dinivîsand. [2793 aydogan_res] Bi dû re, ew ê jî li vêya ecêbmayî bimaya. [2794 aydogan_res] Zilêm piştî ku nivîs qedand û keserek kişand, darikê destê xwe li erdê bi hêrs cit kir û bîstikekê sekinî. [2795 aydogan_res] Diranên xwe jidandin û li nivîsa xwe temaşe kir. [2796 aydogan_res] Gava Robîn gihîşt cem wî, zilam di ser situyê xwe re zivirî û li wî niherî. [2797 aydogan_res] Zilam dişibiya Seydo, an jî Robîn digot qey weha ye. [2798 aydogan_res] Çavên wî şil bûbûn û hêsir ji wan diniqutîn xwarê. [2799 aydogan_res] Lêva xwe gez kiribû. [2800 aydogan_res] Gava ku li Robîn niherî, axînek jê derket û dû re berê xwe guhert û serê xwe bera ber xwe da. [2801 aydogan_res] Ji nişka ve, dengê silehekê teqiya li doraliyê. [2802 aydogan_res] Wê gavê ew hemû xweşî, di bin reşahiyekê de ma. [2803 aydogan_res] Deng ji çivîkan biliya. [2804 aydogan_res] Bêhna xweş ya bîstika din wenda bû. [2805 aydogan_res] Her tişt mat ma. [2806 aydogan_res] Dengê teqîna silehê, careke din hat. [2807 aydogan_res] Qêrînek bi dil û mejiyê Robîn ve ket. [2808 aydogan_res] Mirov digot qey qirika wî dike biçire. [2809 aydogan_res] Dengê teqîneke din jî hat û bi dû re hertişt bû mîna berê. [2810 aydogan_res] Lê Seydo wenda bûbû û ew çemê bîstika din bûbû çemê xwînê. [2811 aydogan_res] Robîn di cihê xwe de mat mabû. [2812 aydogan_res] Çavên wî fireh bûbûn û şibiyabûn du tasan. [2813 aydogan_res] Digiriya. [2814 aydogan_res] Yên dora wî, gişan bi awayekî ecêbmayî li Robîn diniherî. [2815 aydogan_res] Serê wî li ber camê bû. [2816 aydogan_res] Hêsirên wî ji ser hinarikên wî diherikîn xwarê. [2817 aydogan_res] Bes, hê jî di xew de bû. [2818 aydogan_res] Zilamekî kal hêdîka bi ser wî de daqûl bû û bangî wî kir: [2819 aydogan_res] Xorto, xorto! [2820 aydogan_res] Gava Robîn çavên xwe vekirin û li dora xwe niherî jî zilêm got: [2821 aydogan_res] Tu baş î? [2822 aydogan_res] Zilêm bi dengekî nerm ku mirov ji ber neêşe pirsîbû. [2823 aydogan_res] Yên dora wan jî bêtir bala xwe dabû wan. [2824 aydogan_res] Robîn digel ruyê xwe yê sorbûyî, bi dengê xwe yê lerzokî got: [directspeech aydogan_res] Ez baş im, spas. [2825 aydogan_res] Û serê xwe bera ber xwe da. [2826 aydogan_res] Herçî kesên li dora wî bûn, dilê wan bi wî şewitî û mîna ku ew ketibin wê rewşê, hin kesan ji wan fedî kir. [2827 aydogan_res] Heta ku Robîn daket jî bala wan li ser wî bû. [2828 aydogan_res] Robîn jî heta ku daketibû, serê xwe ranekiribû û li dora xwe neniherîbû. [2829 aydogan_res] Wî dizanîbû ku çavên kesên li dora wî tevde li ser wî ne û gişan bala xwe daye wî. [2830 aydogan_res] Gava daket û wî bayê xurt xwe li wî xist û ew cemidand, Robîn hê nû hebekî hat ser xwe. [2831 aydogan_res] Gulcanê berî ku Robîn were, ji ber ku hew sebir dikir, di hindurê malê de vir de û wê de diçû û dihat. [2832 aydogan_res] Bêserî digeriya. [2833 aydogan_res] Carê diçû ber pencereyê, li derve diniherî. [2834 aydogan_res] Ditirsiya ku Robîn fikra xwe biguhere û neyê cem wê. [2835 aydogan_res] Argûn geş kiribû, hindur kiribû mîna tenûrê. [2836 aydogan_res] Çi qas çêbûbû, çend meh di ser re derbas bûbûn? [2837 aydogan_res] Nizanîbû. [2838 aydogan_res] Lê digot qey ji cerga ku xwe nas kiriye, bi wî re ye û êdî hingî fêrî wî bûye, nema dikarîbû beyî wî îdare bikiraya. [2839 aydogan_res] Piştî ku ew nas kiribû, tevgerên wê jî hatibûn guhertin. [2840 aydogan_res] Çavên wê her li rêyê bûn, guhê wê her li telefonê bû. [2841 aydogan_res] Tim li benda wî bû. [2842 aydogan_res] Bihataya jî nehataya jî. [2843 aydogan_res] Her li benda wî dima û bêriya wî dikir. [2844 aydogan_res] Carinan, hayê Robîn jê nebûya jî gava ku heta êvarî, li bende dima û Robîn nedihat, hema serê wê diket ber wê, stuyê wê xwar dibû û wê keçika ku xort giş li dorê digeriyan û ji bo ku xwe di rêya wê de feda bikin hema li benda işaretekê bûn, wê keçika ku kesî nikarîbû red bikiraya, wê keçika esmer ku ne mimkun bû ku dilê zilaman nelerizandaya, bi derbekê re dibû yeka weha ku dilê mirov pê bişewite. [2845 aydogan_res] Hema serê xwe datanî û digiriya... Digiriya. [2846 aydogan_res] Guhên wê li derî bûn. [2847 aydogan_res] Gava ku dengê derî hat, baz da û derî vekir. [2848 aydogan_res] Demekê li devê derî mîna ku lal bûbe, tiştek negot û li wî temaşe kir. [2849 aydogan_res] Ji kêfa, dikira bigiriya. [2850 aydogan_res] Hema li wira xwe avêt situyê wî û ew himbêz kir. [2851 aydogan_res] Da girî. [2852 aydogan_res] Kêfa Robîn jî bi vê himbêzkirinê hatibû cih. [2853 aydogan_res] Xwe di himbêza wê de, serbest berda. [2854 aydogan_res] Pişta wê mist da û ew bi ser sînga xwe de eciqand. [2855 aydogan_res] Memikên wê di sînga xwe de his dikir. [2856 aydogan_res] Ew bir hindur û li ser çonga xwe da rûniştandin. [2857 aydogan_res] Gulcanê ji kêfa nema dizanîbû bê dê çi bikiraya. [2858 aydogan_res] Her ew maçî dikir û digot: [directspeech aydogan_res] Min pir bêriya te kiriye, Robîn. [2859 aydogan_res] Pir! [2860 aydogan_res] Devê xwe xist devê wî. [2861 aydogan_res] Heta ku av di lêvên wan de neman û tevizîn, devên xwe ji hev dernexistin. [2862 aydogan_res] Hevdu tazî kir û lempe vemirand. [2863 aydogan_res] Gava ku canê wan giha hevdu û germahiya canê hevdu di dilê xwe his kir, heyecana dilê wan ew dilerizandin. [2864 aydogan_res] Hevdu himbêz kir û heta ku ji ser hişê xwe ve çûn, bi wî awayî man. [2865 aydogan_res] Dilên xwe bi wê himbêzkirinê germ dikirin û serxweş dibûn. [2866 aydogan_res] Robîn carekê serê xwe ji ser sînga wê rakir û li çavên wê niherî. [2867 aydogan_res] Hingî hindur jî germ bûbû, herduyan jî xwê dabû. [2868 aydogan_res] Kokên porên wan şil bûbûn. [2869 aydogan_res] Canê wan nermtir bûbûn. [2870 aydogan_res] Gulcanê bi wî halê xwe, ji her awayî xweşiktir bûbû. [2871 aydogan_res] Gava Robîn li wê temaşe dikir, ket ber fediyê, xwast ku pêsîrên xwe veşêre, lê Robîn nehişt. [2872 aydogan_res] Hêdika bi destê wê girt û ew da sekinandin. [2873 aydogan_res] Gulcanê ji fediyan bişirî. [2874 aydogan_res] Bi dû re, destên xwe serbest berdan û danî ser pişta wî, ew ber bi xwe de kişand. [2875 aydogan_res] Robîn serê xwe dîsa danî ser sînga wê, hilma xwe berda û ew himbêz kir, maçî kir. [2876 aydogan_res] Wê rojê heta derengê şevê, di himbêza hev de man û ji hevdu pê ve, li tu tiştekî din nefikirîn. [2877 aydogan_res] Herçî Robîn bû, nehat bîra wî bê çiçax serê xwe danîbû ser sînga wê û ketibû xewê jî. [2878 aydogan_res] Bi dû re, wî ê ji xwe re bigotaya: [directspeech aydogan_res] Ji zû ve, ez ewqasî bi rehetî û ji ber xwe ve neketibûm xewê. [2879 aydogan_res] Ecêb e, min wê şevê, tu kabûs jî nedîtin. [2880 aydogan_res] Gava ku ez diketim himbêza Gulcanê, mirov digot qey min hemû kul û kederên xwe ji ser xwe avêtine, min xwe ji wan şuştiye. [2881 aydogan_res] Ez mîna ku di bihuştê de bim, dilgeş dibûm, bêhna min fireh dibû. [2882 aydogan_res] Gulcanê ez rehet dikirim. [2883 aydogan_res] Bi vî awayî, her ku diçû, ez bêtir bi wê ve dihatim girêdan û min Nûşînê jî ji bîr dikir. [2884 aydogan_res] Tu carî li tiştekî weha nefikirîbû, lê wê şevê, tirsiya ku wê keçikê wen-da bike. [2885 aydogan_res] Qey ji ber wê ye, xwast bi wê re bizewice, da ku tu carî ji wî veneqete û wê wenda neke. [2886 aydogan_res] Lê belê, wî ev yek ji wê re negot. [2887 aydogan_res] Vêya jî heyecaneke mezintir dixist dilê wî. [2888 aydogan_res] Wî nedixwast ku ev heyecan tu carî biqediyaya. [2889 aydogan_res] Wê şevê, êdî têgihiştibû: Wî ji Gulcanê hez dikir. [directspeech aydogan_res] Ez ji te hez dikim, Gulcan. [2890 aydogan_res] Te dît, gava ku hezkiriyê keçikekê ji şerekî giran ku hezkiriyên gelek keçikan hew dikarin jê vegerin, vegere û ji ber vê yekê, ew keçik çawa kêfê bike, Gulcanê jî eynî weha kêf kir. [2891 aydogan_res] Xwe mîna perîkekê sivik his kir. [2892 aydogan_res] Digot qey di xewnekê de ye û nedixwast şiyar bibe. [2893 aydogan_res] Di serî de, bawer nekir. [2894 aydogan_res] Sêçar caran çavên xwe qirpandin û dîsa li çavên wî niherî. [2895 aydogan_res] Ji kêfan, nizanîbû bê dê çi bikiraya. [2896 aydogan_res] Hema, xwe avêt situyê wî, ew himbêz kir û giriya. [2897 aydogan_res] Têra xwe giriya. [2898 aydogan_res] Bi dû re, Robîn ew rakir, hesirên wê bi tiliyên xwe paqij kirin û ew maçî kir. [2899 aydogan_res] Nîvê şevê bû. [2900 aydogan_res] Berf sekinîbû. [2901 aydogan_res] Dengê bê hê qut nebûbû. [2902 aydogan_res] Li derve, seqemeke mezin hebû. [2903 aydogan_res] Li hindurê malê, çûyin û hatinek, tevliheviyek... [2904 aydogan_res] Herkesî xwe bi lez girê dida. [2905 aydogan_res] Dest û lingên wan li hev geriyabûn. [2906 aydogan_res] Carê weke ku tiştek ji bîr kiribe, diketin odekan û derdiketin. [2907 aydogan_res] Resûl Beg ji bo ku zarok hebekî din jî bilezînin, li ber derî sekinîbû û destên xwe li hev dixistin, işaret dikir. [2908 aydogan_res] Divê zû bi zû derketana. [2909 aydogan_res] Ew ê biçûna nexweşxaneyê. [2910 aydogan_res] Binevş evarî ji nişka ve, li erdê bêhiş ketibû. [2911 aydogan_res] Giş tirsiyabûn. [2912 aydogan_res] Herçî Binevşê bû, berî ku bikeve, tu tiştekî wê tune bû. [2913 aydogan_res] Weke hercar, şîva xwe xwaribû û rabûbû li ser yanê rûniştibû, bala xwe dabû televîzyonê. [2914 aydogan_res] Gava ji bo ku biçe çayê bide ser rabûbû ser xwe, ketibû erdê û kef bi ser devê wê ketibû. [2915 aydogan_res] Robîn û Mîtanî tavilê ew rakiribû nexweşxaneyê. [2916 aydogan_res] Kesek li malê nemabû. [2917 aydogan_res] Giş hatibûn nexweşxaneyê. [2918 aydogan_res] Nexweşxane pir mezin bû. [2919 aydogan_res] Her deverên wê dibiriqand. [2920 aydogan_res] Resûl Beg û Leyla Xanim li qorîdora qatê zayinê, li ser kursiyan rûniştibûn. [2921 aydogan_res] Zarokên din jî li kafeteryaya nexweşxaneyê li benda xebereke xêrê bûn. [2922 aydogan_res] Gava ku Robîn bi hemşîreyan re dipeyivî, Mîtanî bêserî li qorîdorê diçû û dihat. [2923 aydogan_res] Giş li benda bûn ku Binevşê ji emeliyatê derkeve. [2924 aydogan_res] Piştî du saetan, deriyên asansora mezin vebûn. [2925 aydogan_res] Giş bi hev re, ber bi wê de reviyan. [2926 aydogan_res] Binevş di nav çend hemşîreyan de, li ser sedyekê ji asansorê derdiket. [2927 aydogan_res] Jana ku dikişand, ji ruyê wê xuya dibû. [2928 aydogan_res] Lêva xwe gez kiribû. [2929 aydogan_res] Porê wê bela wela bûbû, ruyê wê nepixîbû, di nav xwêdanê de mabû. [2930 aydogan_res] Serûm di piyê wê de bû. [2931 aydogan_res] Hê nehatibû ser hişê xwe. [2932 aydogan_res] Hemşireyan ew bir odeya ku ji bo wê hatibû amadekirin. [2933 aydogan_res] Textora wê nehişt tu kes têkeve odeya wê. [2934 aydogan_res] Mîtanî çi qasî li ser rewşa wê ji hemşîreyan pirsî jî tu bersiv wernegirt. [2935 aydogan_res] Hemşîreyekê ji wî re got: [directspeech aydogan_res] Divê hûn bi textora wê re bipeyivin. [2936 aydogan_res] Yê me, em bi tiştekî nizanin. [2937 aydogan_res] Piştî çend deqîqeyan, pîrekek ku berdilkeke spî lê bû, ji serê qorîdorê xuya bû. [2938 aydogan_res] Hat û piştî ku tişt miştin ji hemşîreyan re gotin, çû ket odeya Binevşê. [2939 aydogan_res] Hemşîreya ku bîstika din bi Mîtanî re peyivîbû, hat cem wan û got: [directspeech aydogan_res] Textor Xanim dixwaze bi mêrê wê re bipeyive. [2940 aydogan_res] Mîtanî rabû da pey wê. [2941 aydogan_res] Robîn jî bi wan re çû. [2942 aydogan_res] Ketin odeya Binevşê. [2943 aydogan_res] Textor li ber serê wê, li ser lingan sekinîbû, serûma wê rast dikir. [2944 aydogan_res] Gava [2945 aydogan_res] ko Mîtanî û Robîn silav da û ketin hindur, li wan zivirî. [2946 aydogan_res] Got: [directspeech aydogan_res] Kîjan ji we mêrê wê ye? [2947 aydogan_res] Mîtanî got: [directspeech aydogan_res] Ez im. [2948 aydogan_res] Bala wî li ser Binevşê bû. [2949 aydogan_res] Gava ku ew di wê rewşê de dît, dilê wî êşiya, zikê wî bi wê şewitî. [2950 aydogan_res] Bes guhê wî li ser textor bû. [2951 aydogan_res] Textor, pîrekeke kinik û xweşik bû. [2952 aydogan_res] Ruyê wê makyajkirî bû. [2953 aydogan_res] Yê nizanîbûya, bawer nedikir ku ev pîrek niha ji emeliyatê derketibû. [2954 aydogan_res] Kubar û bi ken dipeyivî: [directspeech aydogan_res] Derbasbûyî be. [2955 aydogan_res] Rewşa nexweşa me pir baş e. [2956 aydogan_res] Emeliyateke pir dijwar derbas kir. [2957 aydogan_res] Niha, ne li ser hişê xwe ye. [2958 aydogan_res] Bîstikeke din, ew ê were ser hişê xwe. [2959 aydogan_res] Ji bo ku cihê emeliyata wê neêşe, ew ê hemşîre were û hebekê bidê. [2960 aydogan_res] Heke ew heta sibehê bi xwe nehise, baş e. [2961 aydogan_res] Ji ber vê yekê, ez naxwazim îşev tu kes têkeve odeya wê. [2962 aydogan_res] Sibehê, ez ê dîsa werim û li wê biniherim. [2963 aydogan_res] Carekê li Binevşê zivirî. [2964 aydogan_res] Dilê wê pê şewitî. [2965 aydogan_res] Bi dû re, dîsa berê xwe da wan û got: [2966 aydogan_res] Ma qey ev zaroka we ya yekem bû? [2967 aydogan_res] Mîtanî got: [2968 aydogan_res] Belê. [2969 aydogan_res] Jinikê dîsa li Binevşê niherî. [2970 aydogan_res] Ji dekan bişirî û got: [2971 aydogan_res] Zor e. [2972 aydogan_res] Lê belê, divê hûn niha li nexweşa xwe bifikirin. [2973 aydogan_res] Bila heta sibehê, di xew de be. [2974 aydogan_res] Bi dû re, hûn dikarin dîsa wê bibînin. [2975 aydogan_res] Keserek kişand û li Mîtanî zivirî. [directspeech aydogan_res] Hela bila îşev derbas bibe, Xwedê mezin e. [2976 aydogan_res] Ruyê Mîtanî zer bûbû. [2977 aydogan_res] Dikira bigiriya. [2978 aydogan_res] Ji êvar de nesekinîbû. [2979 aydogan_res] Ji xwe, ne yekî xurt bû. [2980 aydogan_res] Ji mirina jina xwe jî pir ditirsiya. [2981 aydogan_res] Herçî Robîn bû, weke ku ne xema wî be, bê deng sekinîbû û li jinikê guhdarî dikir. [2982 aydogan_res] Jinikê got: [directspeech aydogan_res] Ne pêwîst e ku hûn îşev li vira bimînin. [2983 aydogan_res] Lê heke we pîrekek bi xwe [2984 aydogan_res] re anîbe, hûn dikarin ji bo alîkariyê li cem wê bihêlin. [2985 aydogan_res] Bi dû re, jinikê berê xwe da derî. [directspeech aydogan_res] Hûn dixwazin, ka em derkevin. [2986 aydogan_res] Hûn jî biçin mala xwe, ji xwe re rakevin. [2987 aydogan_res] Ez dizanim ku niha hûn ji wê bêtir westiyane. [2988 aydogan_res] Qet meraqan nekin. [2989 aydogan_res] Sibehê, piştî ku min dîsa li wê niherî, ez ê bi we re bipeyivim. [2990 aydogan_res] Hûn ê bibînin, tiştekî wê namîne. [2991 aydogan_res] Gelek nexweşên min ên weha çêbûne. [2992 aydogan_res] Xwedê bibêje erê, du rojên din hûn ê nexweşa xwe bibin malê. [2993 aydogan_res] Dîsa derbasbûyî be. [2994 aydogan_res] Jinik ji odeyê derket. [2995 aydogan_res] Wan jî da pey wê. [2996 aydogan_res] Li ber derî xatir ji wan xwast û çû, bi dizî ji hemşîreyê re got: [directspeech aydogan_res] Heke tiştek bibe, xeberê bidin min. [2997 aydogan_res] Ji deh deqîqeyan carekê jî li tansiyona wê biniherin. [2998 aydogan_res] Textor çû. [2999 aydogan_res] Hemşîre carekê ket odeyê û derket. [3000 aydogan_res] Mîtanî û Robîn bîstikekê li ber derî çûn û hatin. [3001 aydogan_res] Bi dû re, giş bi hev re daketin cem zarokên din. [3002 aydogan_res] Mehabad û Serdar û Meryem li benda wan bûn. [3003 aydogan_res] Mîtanî piştî ku ji wan re jî behsa rewşê kir, got: [directspeech aydogan_res] Bila Mehabad biçe cem wê. [3004 aydogan_res] Hûn jî biçin malê. [3005 aydogan_res] Yê min, ez ê li vira rûnim. [3006 aydogan_res] Belkî tiştek lazim bibe. [3007 aydogan_res] Mehabad rabû çû odeya Binevşê. [3008 aydogan_res] Yên din çûn malê. [3009 aydogan_res] Mîtanî jî çû ji xwe re qehweyek kirî û hat çixareyek pêxist. [3010 aydogan_res] Binevşê wê şevê, du caran bi xwe hisiya û bi qasî ku nexweşxaneyê rake ser lingan qêriya. [3011 aydogan_res] Heta nexweşên din jî bi dengê wê derdiketin ber deriyên xwe û bi meraq li aliyê odeya wê diniherîn. [3012 aydogan_res] Hemşîre giş, ber bi odeya wê ve direviyan. [3013 aydogan_res] Her ku ew bi xwe dihisiya, hemşîreyê derziyeke din lê dixist û ew dixist xew. [3014 aydogan_res] Mîtanî heta sibehê, li ber deriyê wê nobedarî kir. [3015 aydogan_res] Ji bo ku hemşîre bêtir guh bide Binevşê, hinek pere jî da wê. [3016 aydogan_res] Heta sibehê, di dilê xwe de dia dikir, da ku jina wî nemire. [3017 aydogan_res] Rewşa ku ew ketibûyê bala nexweşên din û hemşîreyan jî kişandibû. [3018 aydogan_res] Dilê gişan bi wan dişewitî. [3019 aydogan_res] Kesî bawer nedikir ku li Binevşê bibe sibe. [3020 aydogan_res] Roja din, gava ku bûyerên şeva çûyî ji textora wê re hatin gotin, textorê jî weke ku tiştekî pir asayî be, gotibû: [directspeech aydogan_res] Qet tişt pê nayê. [3021 aydogan_res] Ji xwe re nekin xem. [3022 aydogan_res] Bi dû re jî weke ku her textor ji bo nexweşên xwe dibêjin, bi awayekî bixwebawer, gotibû: [directspeech aydogan_res] Hûn ê bibînin, sibehê tu tiştekî wê namîne. [3023 aydogan_res] Bi xêr û silamet, em ê du rojên din wê ji nexweşxaneyê derxînin. [3024 aydogan_res] Herçî Mîtanî bû, piştî tiştên ku ji devê textorê bihîstibûn, dilê wî hebekî rehet bûbû; lê dîsa jî di dilê xwe de gotibû: [directspeech aydogan_res] Ev jinik çi qasî xemsar e, lawo! [3025 aydogan_res] Her ku jina min diqîriya, min digot qey ew ê bimire; îja ev textora han ji min re dibêje ku ji xwe re nekin xem. [3026 aydogan_res] Xwedê kesî nexe ber destê van textorên bêbav, lawo! [3027 aydogan_res] Ev nizanin, bê mirov çi dikişîne. [3028 aydogan_res] Gava ku me ji wê re behsa qêrînên Binevşê kir, tew li ber jî neket. [3029 aydogan_res] Binevşê ber êvarkî, hat ser hişê xwe. [3030 aydogan_res] Ev serûma çaran bû ku dihat guhertin. [3031 aydogan_res] Hayê wê ji tiştên ku hatibûn serê wê tune bû. [3032 aydogan_res] Lê her derê wê diêşiya. [3033 aydogan_res] Gava lê hay bû ku zaroka wê ji ber wê çûye, mîna ku xwîna wê zuha bûbe, bîstikekê bê deng sekinî. [3034 aydogan_res] Çavên wê fireh bûn. [3035 aydogan_res] Fedî kir ku li ruyê Mîtanî û Robîn binere. [3036 aydogan_res] Bi dû re, ji bo ku ruyê wê neyê dîtin, mîna sûcdarekî hêdîka berê xwe ji wan guhert û giriya. [3037 aydogan_res] Tansiyona wê rabû. [3038 aydogan_res] Hemşîreyê dîsa derziyek lê xist. [3039 aydogan_res] Di xew re çû. [3040 aydogan_res] Piştî sê rojên din, Binevş ji nexweşxaneyê derket. [3041 aydogan_res] Pîrek ketin milê wê û ew bir odeka wê û li ser textê wê yê razanê vexist. [3042 aydogan_res] Hefteyekê di nav nivînan de ma. [3043 aydogan_res] Heta ku baş nehat ser xwe, Leyla Xanim û Mehabadê nehişt ku ew destê xwe bide karekî jî. [3044 aydogan_res] Ew jî li vêya ecêbmayî mabû. [3045 aydogan_res] Wê tiştin din hêvî dikirin. [3046 aydogan_res] Digot qey ji bo ku zaroka wê ji ber çûbû, ji niha û bi şûn de, li vê malê, tu kes dê xatir nede wê. [3047 aydogan_res] Tew ditirsiya ku wê biavêjin ber derî. [3048 aydogan_res] Belkî wan ê ew bişanda mala bavê wê jî. [3049 aydogan_res] Lê belê weke ku ew difikirî nebû. [3050 aydogan_res] Mehabada ku berê guh nedida wê, bi carekê ve hatibû guhertin. [3051 aydogan_res] Ji bo nexweşiya wê, ji karê xwe destûr jî stendibû. [3052 aydogan_res] Leyla Xanim û Resûl Beg ji ber serê wê ranedibûn. [3053 aydogan_res] Herçî Mîtanî bû, dilê wî bêtir bi wê ve bû û êdî êvaran zûtir dihat malê. [3054 aydogan_res] Tiştên ku dihatin pê, giş bi dilê wê bûn. [3055 aydogan_res] Gava Binevşê dît ku nexweşiya wê bi kêrî gelek tiştan hatiye û zaroka ji ber wê çûye jî ne xema kesî ye, digel ku di hefteyekê de rehet bûbû, hefteyeke din jî di nav nivînan de ma. [3056 aydogan_res] Her gava ku ji bo tiştekî rabûya ser xwe jî dek dikir û carê bi dereke xwe digirt û dîsa xwe diavêt ser nivinên xwe. [3057 aydogan_res] Dixwast ku bi vî awayî, mêrê xwe dîsa bi xwe ve girê bide. [3058 aydogan_res] Dek û dolabên Binevşê yên nû, bala Leyla Xanimê kişandibû. [3059 aydogan_res] Ji ber ku Mehabadê jî dîsa dest bi karê xwe kiribû, ew bi tenê mabû û karên malê jî giş di situyê wê de mabûn. [3060 aydogan_res] Carinan, di ber xwe de dipeyivî û gava hinan lê bipirsiya jî tavilê dest bi gilî û gazindên xwe dikir û dîsa tansiyona wê radibû. [3061 aydogan_res] Gava Meryemê û Serdar didît ku digel ku nexweşiya Binevşê derbas bûye jî ew ji nav nivînan dernakeve û diya wan bi tenê karên malê gişî dimeşîne, pir bi wan tahde hatibû. [3062 aydogan_res] Ji lewre, gava ku çav li Binevşê diketin, weke ku çav li dijminê xwe bikevin, hêrs dibûn. [3063 aydogan_res] Lê belê, ji tirsa Mîtanî, kesî ji wan newêrîbû dengê xwe jî derxistaya. [3064 aydogan_res] Ev ji nîv saetê zêdetir bû ku Robîn li wira sekinîbû. [3065 aydogan_res] Carê li saeta xwe diniherî, serê xwe bi aliyê rêyê de dirêj dikir û di cihê xwe de dikir ufe uf. [3066 aydogan_res] Ji xwe re digot, »ez belasebeb li vira rawestiyame.« [3067 aydogan_res] Dinya sar bû. [3068 aydogan_res] Li erdê, bi qasî bihustekê berf hebû. [3069 aydogan_res] Bayekî weha sar di-hat ku gava li ruyê mirov diket, mirov digot qey gwîzên dibirî. [3070 aydogan_res] Kesî nikarîbû germahî bianiya bîra xwe jî. [3071 aydogan_res] Her dever bûbû qeşa. [3072 aydogan_res] Mekîneyên ku derbas dibûn, ji bo ku neşemitin û li bin guhê hev nekevin, hêdî hêdî diçûn. [3073 aydogan_res] Li ser hinekan ji wan, berfa ku ji êvarî de dibariya hebû. [3074 aydogan_res] Kesên ku li rawestgehê li benda otobusan bûn, ji bo ku xwe germ bikin, bi vir de û wê de diçûn û dihatin. [3075 aydogan_res] Gişan ji serma piştên xwe xûz kiribûn, herdu milên xwe bilind kiribûn û situyên xwe mîna kîso kişandibûn hindur. [3076 aydogan_res] Xortekî girs û dirêj, çefiyek li serê xwe gerandibû, destên xwe xistibûn bêrîka qapûtê xwe û ji bo ku xwe hebekî germ bikiraya di cihê xwe de direqisî. [3077 aydogan_res] Ji çavên wî pê ve, tu deverên wî yên din xuya nedibûn. [3078 aydogan_res] Pîrekek ku bevila wê bûbû mîna gêzerekî, ji sermayê dilerizî û diranên wê li hev diketin. [3079 aydogan_res] Şeq şeqa diranên wê, yên dora wê ji guhan dikirin. [3080 aydogan_res] Lê hingî canên wan gişan pûç bûbûn, tu kesî di xwe re nedidît ku li xwe bizivire û li dora xwe jî binihere. [3081 aydogan_res] Robîn aciz bûbû. [3082 aydogan_res] Ruyê wî sor bûbû. [3083 aydogan_res] Digot qey lêvên wî qeşa girtiye. [3084 aydogan_res] Heke yekî ji wî tiştek bipirsiya, devê wî dê negeriya û wî dê nikarîbûya tu bersiv bidayê. [3085 aydogan_res] Ji sermayê, serê tiliyên lingên wî tevizîbûn. [3086 aydogan_res] Mîna ku pêxwas li ser wê erda hişk û sar sekinî be, lingên wî pûç bûbûn. [3087 aydogan_res] Digot qey lingên wî dikin ji wî bikevin. [3088 aydogan_res] Guhên wî qeşa girtibû. [3089 aydogan_res] Hiseke weha pê re çêbû ku heke wî dest guhên xwe bidaya, guhên wî jî dê ji wî biketana. [3090 aydogan_res] Ji ber vê yekê, newêrîbû dest guhên xwe bidaya. [3091 aydogan_res] Bevila wî ya sorbûyî carê diherikî û wî dikir fişe fiş. [3092 aydogan_res] Lê hingî cemidî bû, her ku wî ji bo kişandina bêvila xwe destê xwe didayê, bi awayekî weha dişewitî ku tu nemabû, dilê wî ji bîr biçûya. [3093 aydogan_res] Sermayê, zor dida sebra wî jî û canê wî giran dikir. [3094 aydogan_res] Dixwast hema xwe bigihîne deverekê û ji xwe re pal bide. [3095 aydogan_res] Teqsiyeke zer hat û li ber wî sekinî. [3096 aydogan_res] Serê Robîn di ber wî de bû. [3097 aydogan_res] Yekî serê xwe ji camê derixist, li derve niherî û bangî wî kir: [directspeech aydogan_res] Robîn! [3098 aydogan_res] Robîn li wî dengî zivirî. [3099 aydogan_res] Lêwik destê xwe ji wî re kil kir. [3100 aydogan_res] Ev Bişar bû. [3101 aydogan_res] Robîn di ber xwe de bişirî, serê xwe ji wî re hejand û ber bi wî de meşiya. [directspeech aydogan_res] Tu li kû mayî, lawo? [3102 aydogan_res] Ez li vira ji sermayê mirim, wey! [3103 aydogan_res] Bişêr peyva wî birî û bi kenekî şermokî got: [directspeech aydogan_res] Tu çi bibêjî, heqê te heye. [3104 aydogan_res] De ka were, siwar bibe, em ê bi dû re bipeyivin. [3105 aydogan_res] Çer ku siwar bû, cihê xwe xweş kir. [3106 aydogan_res] Germahiya ku xwe di hindurê mekîneyê belav kiribû, laşê wî hêdî hêdî germ kir. [3107 aydogan_res] Piştî ku germahiya hindur, laşê wî bi temamî nerm kir, sistbûnek li laşê wî peyda bû û ji ber ku tirsa sermayê nemabû, wî jî ber xwe hêdî hêdî vekir. [3108 aydogan_res] Bişêr çixareyek da wî, yek jî ji xwe re pêxist. [3109 aydogan_res] Bi dû re, li wî zivirî, ji bo ku xwe bide efûkirin, got: [directspeech aydogan_res] Li qusûra min nenihere. [3110 aydogan_res] Welehîn, ne sûcê min e. [3111 aydogan_res] Li Yenîkapiyê rê hatibû girtin. [3112 aydogan_res] Em saetekê li wira awiqîn. [3113 aydogan_res] Ancax me xwe gihand vê derê. [3114 aydogan_res] Dît ku Robîn bi hêrs li wî dinihere. [3115 aydogan_res] Ji awirên wî fahm kir ku ew pir li benda xwe sekinandiye. [3116 aydogan_res] Tişt negot. [3117 aydogan_res] Hema bi destê wî girt û weke ku li ber wî bigere, bişirî. [3118 aydogan_res] Robîn li ser vê hereketa wî, piçekî nerm bûbû. [3119 aydogan_res] Bi gazindî got: [directspeech aydogan_res] Tu çi bela yî, lawo! [3120 aydogan_res] Ez nizanim bê ez ê çi bikim bi te… [3121 aydogan_res] Bişar keniya. [3122 aydogan_res] Bîstikekê bi çavên tijehezkirin li ruyê wî niherî. [3123 aydogan_res] Bi dû re berê xwe guhert, destê xwe bir ber devê xwe û gulpek ji çixareya xwe kişand. [3124 aydogan_res] Bişêr tiştek ji şifêr re got û erebeyê xwe ji neqeba pêşiyê bera jêrê da. [3125 aydogan_res] Di nav trafîka Stenbolê de, bi zorê diçûn. [3126 aydogan_res] Xwe asoxî, ji nav trafîka tevlihev derxist û ketin nava taxekê. [3127 aydogan_res] Piştî ku du-sê kuçeyên din jî li dû xwe hiştin, hatin li ber apartmaneke mezin sekinîn. [3128 aydogan_res] Robîn got: [3129 aydogan_res] Ev tu me dibî kû, lo? [3130 aydogan_res] Bişêr dîsa bi ken bersiva wî da: [3131 aydogan_res] Hela tu ka were, tu ê bibînî. [3132 aydogan_res] Ketin hindurê apartmanê. [3133 aydogan_res] Apartmaneke bêdeng û tarî bû. [3134 aydogan_res] Dengê derî û yên lingên wan di hindurê vê avahiya tarî ku saw dixist dilê mirov de, olan dida. [3135 aydogan_res] Piştî ku ketin asansorê û pê derketin jorê, Bişêr ji awirên Robîn yên bimeraq fahm kir ku divê zû bi zû tiştekî bibêje. [3136 aydogan_res] Gava ku asansor li qatê çaran sekinî û derketin, berê xwe da deriyekî. [3137 aydogan_res] Robîn jî dabû pey wî. [3138 aydogan_res] Gava Bişêr mifta xwe dixist derî, di ber xwe de, got: [directspeech aydogan_res] Ji min pê ve, tu kes jî bi vî xaniyî nizane. [3139 aydogan_res] Carinan, gava ku bêhna [3140 aydogan_res] mirov teng dibe, xaniyekî weha jê re pêwîst e. [3141 aydogan_res] Bi dû re jî got: [directspeech aydogan_res] Du sal berê, min bi hevalekî xwe re ev xanî kirê kiribû. [3142 aydogan_res] Bi dû re ew vegeriya welêt. [3143 aydogan_res] Min jî dev ji vî xaniyî berneda. [3144 aydogan_res] Çi çax ez aciz bibim, ez hema têm û xwe diavêjim vira. [3145 aydogan_res] Heta ku wî peyva xwe xelas kir, ketibûn hindur jî. [3146 aydogan_res] Robîn tiştek negot. [3147 aydogan_res] Zêde guh nedabûyê. [3148 aydogan_res] Bes weke ku bibêje »min fahm kir«, serê xwe hejand. [3149 aydogan_res] Berê, çavên xwe li hindur gerandin û bi dû re jî qapûtê xwe danî û çû xwe li ser paldankekê dirêj kir. [3150 aydogan_res] Hindurê xênî sar bû. [3151 aydogan_res] Bêhna çixareyê ketibû hindur. [3152 aydogan_res] Xwelîdankên tije li rastê bûn. [3153 aydogan_res] Merşa ku li erdê hatibû raxistin jî gemarî bûbû. [3154 aydogan_res] Ji rewşa wê diyar dibû ku ji zû de nehatibû şuştin. [3155 aydogan_res] Doşekeke ku ser wê bi newresîmekê hatibû nixumandin li erdê bû. [3156 aydogan_res] Li kêleka doşekê jî betaniyek xuya dibû. [3157 aydogan_res] Li kêleka paldanka ku Robîn xwe li ser dirêj kiribû jî li ser kursiyekê teybek û li ber wê jî çend kaset hatibûn danîn. [3158 aydogan_res] Xuya dibû ku Bişar zêde li vira dima. [3159 aydogan_res] Robîn, berê, serê xwe zivirand û li kasetan niherî. [3160 aydogan_res] Bi dû re, rabû ser xwe û çû rahişt wan. [3161 aydogan_res] Yek dudu xistin teybê û ceribandin. [3162 aydogan_res] Kêfa wî ji wan re nehat. [3163 aydogan_res] Mahdê xwe hebekî tirş kir, bi dû re rahişt yeka ku tu nav li ser tune bû û xist teybê. [3164 aydogan_res] Guhê xwe da melodiyê. [3165 aydogan_res] Bi naskirina melodiyê re kêfa wî hat. [3166 aydogan_res] Pê re, xemgîniyek jî peyda bû di dilê wî de. [3167 aydogan_res] Ji ber ku her melodiyeke nas a kevn, bi xwe re ji demên bihurî hin dîmen jî dianîn û keserek bera dilê mirovî dida. [3168 aydogan_res] ... hey lo bira Heseno bira Şûrê destê te sincirî... [3169 aydogan_res] Bîstikekê li ber rûnişt û lê guhdarî kir. [3170 aydogan_res] Bi dû re, ji wira rabû, hat şûna xwe û dîsa pal da, guhê xwe da teybê. [3171 aydogan_res] Bişêr sobeyeke ceryanê anî û fîşa wê xist pirîzê. [3172 aydogan_res] Xwelîdankên li erdê birin û vala kirin. [3173 aydogan_res] Çû perde ji ber pencereyê da alî û bîstikekê bi awayekî bêdeng li derve niherî. [3174 aydogan_res] Ji bo ku bêhna hindur derkeve, pencereyek vekir. [3175 aydogan_res] Bayê cemidî hat hindur. [3176 aydogan_res] Wî ew bayê cemidî kişand hindurê xwe. [3177 aydogan_res] Li berfa sipîboz, darên riq û rût, rêya vit î vala niherî. [3178 aydogan_res] Guhê xwe da dengê bê. [3179 aydogan_res] Keserek kişand. [3180 aydogan_res] Bi dû re, pencere girt, perdeya wê da ber û hat li hember Robîn, li erdê, xwe da ser balgifekê û rûnişt. [3181 aydogan_res] Robîn pal dabû, çavên xwe girtibûn û li teybê guhdarî dikir. [3182 aydogan_res] Kilaman dikir ku herdu jî dengê xwe dernexin û guhdarî bikin. [3183 aydogan_res] Kilamên ku ew bi xwe ve girê didan… [3184 aydogan_res] Piştî bîstikekê, Bişêr, beyî ku serê xwe rake û li wî binihere, got: [directspeech aydogan_res] Ez pir aciz dibim, Robîn. [3185 aydogan_res] Ez nizanim bê ez ê çi bikim. [3186 aydogan_res] Çixareyek pêxist. [3187 aydogan_res] Robîn tiştek negot. [3188 aydogan_res] Wêneyekî çarçovekirî li dîwêr hatibû daliqandin. [3189 aydogan_res] Robîn çavên xwe di wî wêneyî de cit kirin. [3190 aydogan_res] Wêne reş û spî bû, mirov digot qey bi destan hatibû çêkirin. [3191 aydogan_res] Tê de, şervanekî şût î tazî xuya dibû. [3192 aydogan_res] Li ser hespê xwe bû û tivingek li milê wî bû. [3193 aydogan_res] Herdu destên xwe hişk şidandibûn, ber bi jorê ve vekiribûn û li ezmanê tarî diniherî û dia dikir. [3194 aydogan_res] Di binî de jî helbestek hatibû nivîsandin: [3195 aydogan_res] di şerekî dijwar de, ez bi tena serê xwe mame hevalên min giş hatine kuştin, ya rebbî tu min li ber bîraninên wan fedîkar dernexe û ji vî şerî bi saxî venegerîne… [3196 aydogan_res] Bişêr bala xwe nedabû wî. [3197 aydogan_res] Rûniştibû û li çixareya xwe ya ku dûmana wê bi ser serê wî ketibû û ber bi jorê ve hildikişiya, diniherî. [3198 aydogan_res] Destê xwe, beyî ku bizanibe, bê çi dike, di xwelîdankê de dida. [3199 aydogan_res] Hê jî di ber xwe de dipeyivî: [directspeech aydogan_res] Ez ji vî bajarî hez nakim, Robîn. [3200 aydogan_res] Ne ji ber tu sedeman. [3201 aydogan_res] Ez ji tu bajaran hez nakim. [3202 aydogan_res] Her der mîna hev in. [3203 aydogan_res] Îmana min ji vê dinyayê diçe. [3204 aydogan_res] Êşek ketibû serê wî. [3205 aydogan_res] Bîstikekê sekinî, serê xwe bera ber xwe da. [3206 aydogan_res] Bi dû re serê xwe rakir, li aliyê Robînê ku li çixareya destê xwe temaşe dikir, niherî. [3207 aydogan_res] Bi dû re got: [directspeech aydogan_res] Ez carinan li kuştina xwe jî difikirim, weleh. [3208 aydogan_res] Belê, ez ji dil dibêjim; ez bi awayekî cidî li xwekuştinê difikirim. [3209 aydogan_res] Lê ez cesaret nakim. [3210 aydogan_res] Peyvên wî yên dawiyê, bi zorê ji devê wî derketibûn. [3211 aydogan_res] Dengê wî piçekî hatibû guhertin, lerizîbû. [3212 aydogan_res] Weke ku bi xwe re bipeyive, peyivîbû. [3213 aydogan_res] Lê, ji ber ku behsa derdê xwe kiribû jî kulên dilê wî ji nû ve tev rabûbûn. [3214 aydogan_res] Kela girî ketibû qirika wî. [3215 aydogan_res] Ji bo ku negirî, dev ji peyva xwe berda. [3216 aydogan_res] Weke ku diayek kiribe, bi destekî xwe ruyê xwe mist da, keserek kişand, berê xwe da aliyê dîwêr û ma. [3217 aydogan_res] Robîn piçekî din dirêjkirî ma. [3218 aydogan_res] Bi dû re, rabû ser xwe. [3219 aydogan_res] Bêhna wî teng bûbû. [3220 aydogan_res] Keserek kişand. [3221 aydogan_res] Li Bişêr nediniherî. [3222 aydogan_res] Weke ku ji berê de bi van tiştan dizane, aciz bûbû. [3223 aydogan_res] Hew dikarîbû xwe ragirtaya. [3224 aydogan_res] Bi gazind, got: [directspeech aydogan_res] De here, lo! [3225 aydogan_res] Tu dibêjî qey tu bi tenê weha yî, ne weha? [3226 aydogan_res] Bi hezaran kesên mîna te hene. [3227 aydogan_res] Ma kî ji vê dinyaya kambax razî ye? [3228 aydogan_res] Mirov li mala xwe rûne, nikare çareyekê ji xwe re bibîne. [3229 aydogan_res] Ma tu dibêjî qey hema tu li xwe weha bikî û ji însanan birevî, tu ê bikaribî dilê xwe rehet bikî? [3230 aydogan_res] Ma qey tu ê bi dû re, dîsa nekevî eynî rewşê? [3231 aydogan_res] Robîn bi vê rewşê pir baş dizanîbû. [3232 aydogan_res] Di dilê xwe de, wî jî baweriya xwe bi gotinên weha nedianî. [3233 aydogan_res] Carinan, gava ku ew jî weha bêhnteng dibû û neçar dima, serê xwe li dîwaran dixist. [3234 aydogan_res] Lê belê, ev tecrube, tu carî bi kêrî çareserkirina rewşa ku niha Bişar tê de bû, nedihat. [3235 aydogan_res] Ji bo kesê ku di rewşeke weha de ye çi qasî zor be, ji bo yê ku dixwaze çareyekê ji vî derdî re bibîne jî ewqasî zor e. [3236 aydogan_res] Belkî jê zortir e jî. [3237 aydogan_res] Ji lewre, hew dizanîbû bê mirovî di rewşeke weha de, dikarîbû çi bigotaya. [3238 aydogan_res] Hêrs bûbû. [3239 aydogan_res] Çavên wî yên reş fireh bûbûn. [3240 aydogan_res] Li benda bersiva Bişêr sekinî. [3241 aydogan_res] Bişar nepeyivî. [3242 aydogan_res] Berê wî hê li dîwêr bû. [3243 aydogan_res] Robîn çû li ber wêneyê li dîwêr sekinî. [3244 aydogan_res] Bi destê xwe wêne nîşan dayê, li wî zivirî û weke ku bi wî re bixeyide, got: [directspeech aydogan_res] Te ev wêne ji bo çi li dîwêr xistiye? [3245 aydogan_res] Ma ne ji bo ku te hê jî hêviya xwe ji tiştinan qut nekiriye? [3246 aydogan_res] Bibêje, kerb! [3247 aydogan_res] Bibêje, kîn! [3248 aydogan_res] Bibêje, şer! [3249 aydogan_res] Lê nebêje, xwekuştin. [3250 aydogan_res] Bişar li ber xwe ket. [3251 aydogan_res] Serê xwe xist ber xwe û sekinî. [3252 aydogan_res] Êşa serê wî mezintir bû û xwe di damarên wî re, li canê wî gişî belav kir. [3253 aydogan_res] Dîsa weke ku bi xwe re bipeyive, bi dengekî gelekî nizm, di ber xwe de got: [directspeech aydogan_res] Kerb… Kîn… Mirin… [3254 aydogan_res] Diranên xwe jidandin û bêhna xwe ji bêvilê berda. [3255 aydogan_res] Serê xwe kil kir û dîsa di ber xwe de got: [directspeech aydogan_res] Ez ji vana pê ve, baweriyê bi tiştekî din naynim. [3256 aydogan_res] Şer ne karê herkesî ye. [3257 aydogan_res] Ez bawer nakim ku şer bikaribe bibe çare. [3258 aydogan_res] Tew gava ku ez xwe di nava şeran de difikirim, dilê min bêtir dişewite. [3259 aydogan_res] Ez ê çawa bikaribim şer bikim? [3260 aydogan_res] Serê xwe rakir. [3261 aydogan_res] Çavên wî yên kortçûyî, qels bûbûn. [3262 aydogan_res] Di ruyê wî de, qet dewsa tu kenî ne xuya bû. [3263 aydogan_res] Mirov digot qey ev dev tu carî nekeniyabû. [3264 aydogan_res] Qermîçokên dora çavên wî bêtir kûr bûbûn. [3265 aydogan_res] Ziq li çavên Robîn niherî. [3266 aydogan_res] Bi awirin weha tûj diniherî ku Robîn ji wî tirsiya. [3267 aydogan_res] Destên xwe li çongên xwe xistin û qêriya: [directspeech aydogan_res] De ka tu bibêje îja, ha! [3268 aydogan_res] Ma ez ê çawa bikaribim şer bikim, ji bo Xwedê? [3269 aydogan_res] Ew jî hêrs bûbû. [3270 aydogan_res] Çavên wî yên piçûk, sor bûbûn. [3271 aydogan_res] Bûbû mîna çiyayekî weha ku li ber teqandinê bû. [3272 aydogan_res] Dîsa berê xwe guhert, pişta xwe da dîwêr, serê xwe ber bi jorê ve bilind kir. [3273 aydogan_res] Keserek kişand û bîstikekê bi wî awayî sekinî. [3274 aydogan_res] Bi dû re, beyî ku berê xwe bide aliyê Robînê ku li ser lingan li wî guhdarî dikir, got: [directspeech aydogan_res] Tu dizanî, bê dilê min çawa dişewite? [3275 aydogan_res] Ez hatime vira, min xwe xistiye quncikekê û ez di vê quncikê de, asê bûme. [3276 aydogan_res] Ez nizanim, ez ê bi kû de herim. [3277 aydogan_res] Ez ji vê jiyanê, tahmê hew distînim. [3278 aydogan_res] Rêkên min giş xetîmîne, Robîn. [3279 aydogan_res] Ez asê bûme. [3280 aydogan_res] Tew carinan, ez ji xwe re dibêjim ku »ez belasebeb dijîm.« [3281 aydogan_res] Dengê xwe birî û sekinî. [3282 aydogan_res] Serê xwe bi kerb hejand û dîsa xwe bera ber xwe da û ma. [3283 aydogan_res] Robîn hew dikarîbû tiştek bigotaya. [3284 aydogan_res] Ev peyvên Bişêr ên dawiyê, tesîreke weha li wî kir ku ew jî li xwe bifikire. [3285 aydogan_res] Di ber xwe de got: [directspeech aydogan_res] Kerb!.. Û serê xwe bi kerb kil kir, keserek kişand û ma. [3286 aydogan_res] Derdê wî û yê Bişêr yek bûn. [3287 aydogan_res] Lewma, êşek ket serê wî jî. [3288 aydogan_res] Hêdîka çû û li [3289 aydogan_res] şûna xwe ya berê, li ser paldankê rûnişt. [3290 aydogan_res] Pişta xwe sipartê, serê xwe ber bi jorê ve rakir û li ser qiraxa wê ya jorê danî. [3291 aydogan_res] Çi çax li wî weha bibûya, canê wî sist dibû û hema dixwast ku rakeve. [3292 aydogan_res] Ji xwe, ji ber ku gelekî li ber wê sermayê mabû, canê wî jî westiyabû. [3293 aydogan_res] Çer ku serê xwe danî, çavên wî pê re çûn ser hev. [3294 aydogan_res] Demeke dirêj, deng ji herduyan jî derneket. [3295 aydogan_res] Bi dû re, Bişêr serî di ber de got: [3296 aydogan_res] Ez gelekî fikirîm, Robîn. [3297 aydogan_res] Û piştî ku keserek kişand, got: [3298 aydogan_res] Ez ê herim Diyarbekirê. [3299 aydogan_res] Robîn tu bersiv nedayê. [3300 aydogan_res] Ji zû de, di xewê re çûbû. [3301 aydogan_res] Dengê wî nebihîstibû. [3302 aydogan_res] Gava Bişar lê hay bû ku hevalê wî di xewê de ye, xwe bêtir bi tenê his kir. [3303 aydogan_res] Serê xwe danî ser çonga xwe û ma. [3304 aydogan_res] Demeke dirêj, ji cihê xwe ranebû. [3305 aydogan_res] Ew bêdengiya bîstika din, dîsa li dora wan çêbûbû. [3306 aydogan_res] Tîna sobeya cereyanê, bi kêrî germkirina hindur nedihat. [3307 aydogan_res] Li derve, fîzîna bayê kur her ku diçû xurttir dibû. [3308 aydogan_res] Di ber deriyê balqonê û qiraxên pencereyan re, bayê cemidî dihat. [3309 aydogan_res] Hindurê xênî sartir dibû. [3310 aydogan_res] Tevî tesîra êşa serê xwe û sarbûna hindur jî li hember giranbûn û sistbûna laşê xwe têk çû û ew jî cihê xwe de ket xewê. [3311 aydogan_res] Robîn carekê bi xwe hisiya û li dora xwe niherî. [3312 aydogan_res] Situyê wî qerimîbû. [3313 aydogan_res] Bi zorê rabû ser xwe. [3314 aydogan_res] Lempeya hêwanê vêxistî bû. [3315 aydogan_res] Bişar ne li hindur bû. [3316 aydogan_res] Got qey li hêwanê, li ser nivinên xwe razaye. [3317 aydogan_res] Wî jî xwe li ser doşeka erdê dirêj kir û dîsa çavên xwe girtin. [3318 aydogan_res] Gava ku şiyar bû, dinya rohnî bûbû. [3319 aydogan_res] Ji xewê westiyabû. [3320 aydogan_res] Çavên xwe vekirin û li dora xwe gerandin. [3321 aydogan_res] Bêdengiya ku ji êvarê de xwe li hindur belav kiribû, hê dom dikir. [3322 aydogan_res] Hindur nîvtarî bû. [3323 aydogan_res] Bişar ne li hindur bû. [3324 aydogan_res] Li ser yanêya hember, betaniyeke pêçayî û balgîfek bi ber çavên wî ve diketin. [3325 aydogan_res] Betaniyek jî bi ser wî de hatibû werkirin. [3326 aydogan_res] Lê fikirî. [3327 aydogan_res] Hat bîra wî ku êvarî ser xwe nenixumandibû û di xewê re çûbû. [3328 aydogan_res] Lê bi dû re, têgihişt ku divê Bişêr ew nixumandibe. [3329 aydogan_res] Lê, ka Bişar? [3330 aydogan_res] Bi heyecanekê ji nav betaniyê pengizî. [3331 aydogan_res] Rabû ser xwe û çû li hindur, li Bişêr geriya. [3332 aydogan_res] Li hêwanê niherî... [3333 aydogan_res] Bişar ne li malê bû. [3334 aydogan_res] Vegeriya û li ser betaniya xwe rûnişt. [3335 aydogan_res] Li saeta li dîwêr niherî. [3336 aydogan_res] Bi dû re, di pencereyê re li derve niherî. [3337 aydogan_res] Berf dibariya û tu der xuya nedibû. [3338 aydogan_res] Bi dû re, dîsa berê xwe ji nişka ve da aliyê saetê. [3339 aydogan_res] Li biniya saetê kaxizek hatibû daliqandin. [3340 aydogan_res] Cara din, gava ku li wî aliyî niherîbû, lê hay nebûbû. [3341 aydogan_res] Bi heyecan û lezekê rabû ser xwe û çû ew kaxiz ji dîwêr rakir. [3342 aydogan_res] Gurpe gurpa dilê wî bû. [3343 aydogan_res] Robîn, Ez diherim. [3344 aydogan_res] Hespekî har di bin min de ye. [3345 aydogan_res] Ez nikarim wî rawestînim. [3346 aydogan_res] Dilê xwe negire. [3347 aydogan_res] Ez ji xatirxwastinan hez nakim. [3348 aydogan_res] Ji ber wê, min ev rê hilbijart. [3349 aydogan_res] Mîna ku cereyanê ew girtibe, lerizî. [3350 aydogan_res] Çavên wî hingî fireh bûn, dikira ji serê wî baz bidaya. [3351 aydogan_res] Her deverên wî, bi carekê pûç bûbûn. [3352 aydogan_res] Got qey di cihekî de asê maye û nikare xwe xelas bike. [3353 aydogan_res] Bîhna wî dikira biçikiya. [3354 aydogan_res] Xwendina kaxizê beyî hişê xwe domand. [3355 aydogan_res] Belkî ez li wan deveran, ji xwe re çareyekê bibînim. [3356 aydogan_res] Belkî jî ez bêtir di nava vî derdê giran û kerba dilî de vegevizim. [3357 aydogan_res] Ez hew dizanim. [3358 aydogan_res] Gava ku ez van rêzikan dinivîsînim jî tiliyên min dilerizin. [3359 aydogan_res] Ji xwe, tu ê ji nivîsa min têbigihêjî. [3360 aydogan_res] Hespê har rabûye ser piyan, Robîn. [3361 aydogan_res] Guh nade tu tiştekî. [3362 aydogan_res] Divê ez herim. [3363 aydogan_res] Yan na, Ez ê ji kerba xwe dîn bibim û tiştin xerab bi xwe bikim. [3364 aydogan_res] Ez ji vê yekê pir ditirsim… [3365 aydogan_res] Min ji te re got. [3366 aydogan_res] Tu deng ji te derneket. [3367 aydogan_res] Xwezî tu jî bi min re bihatayî... [3368 aydogan_res] Li xwe miqate be. [3369 aydogan_res] Bişar [3370 aydogan_res] Robîn di cihê xwe de mat ma. [3371 aydogan_res] Bûbû wek ku mirov kûzeke ava sar bi ser de dakiribe. [3372 aydogan_res] Bawer nekir. [3373 aydogan_res] Berê, xwast xwe bixapîne û got qey hevalê wî henekekan bi wî dike. [3374 aydogan_res] Lê wî bi xwe jî bawerî bi tiştê ku lê difikirî neanî. [3375 aydogan_res] Tevî vê jî demeke dirêj, bi bêsebiriyeke mezin li benda Bişêr ma. [3376 aydogan_res] Hisên weha cida û tevlihev ew dabû ber xwe ku carinan hêvî pê re çêdikirin û carinan jî ew bi yekcarî bê hêvî dihişt. [3377 aydogan_res] Bêhna wî teng bûbû. [3378 aydogan_res] Carê radibû û diçû ber pencereyê, li derve diniherî û dîsa dihat, li şûna xwe rûdinişt. [3379 aydogan_res] Her ku diçû, hêviya wî bêhtir qut dibû, lê tevî vê jî ji bo ku bi temamî bê hêvî nemîne, hewil dida. [3380 aydogan_res] Guhê wî her li derî bû. [3381 aydogan_res] Du saet derbas bûn. [3382 aydogan_res] Robîn li ser hevdu çixare ji pakêta li ber xwe dikişand û vêdixist. [3383 aydogan_res] Xwelîdankek tije boçik kir. [3384 aydogan_res] Deng ji derî nehat. [3385 aydogan_res] Mîna ku di nav valahiyekê de mabe, xwe li ser piştê dirêj kir û ma. [3386 aydogan_res] Bişar venegeriya. [3387 aydogan_res] Wê gavê, Robîn têgihişt ku ew hew vedigere. [3388 aydogan_res] Dîsa çû li şûna xwe rûnişt û çavên wî li kaxizê, ponijî. [3389 aydogan_res] Çûna Bişêr û bêdengiya hindur, ew xistibû nav valahiyeke bêsînor. [3390 aydogan_res] Bi tenê mabû. [3391 aydogan_res] Mîna ku kêrek lê ketibe, dilê wî diêşiya. [3392 aydogan_res] Ji derveyî Bişêr, tu hevalê wî tune bû. [3393 aydogan_res] Wî jî ew terikand û çû. [3394 aydogan_res] Acizî, bitenêtî, neçarî… Giş tev li hev dibûn; dibûn gulokeke mezin û xwe li dilê wî dixist. [3395 aydogan_res] Robîn ew rêzikên dawiyê yên kaxiza ku Bişêr hiştibû, dîsa xwend. [3396 aydogan_res] Xwezî tu jî bi min re bihatayî… [3397 aydogan_res] Bihata kû? [3398 aydogan_res] Bişêr mîna ku şîfreyek an jî işaretek hiştibe, nivîsandibû. [3399 aydogan_res] Lê, eşkere nekiribû. [3400 aydogan_res] Fikirî. [3401 aydogan_res] Ew bûya, ew ê biçûya kî derê? [3402 aydogan_res] Ma yekî di rewşa Bişêr de be, dê bixwaze biçe kî derê. [3403 aydogan_res] Cihekî din, bajarekî din? [3404 aydogan_res] Welat?… Şer?… Diyarbekir?… [3405 aydogan_res] Wî jî nizanîbû, bê ev tişt giş ji kû dihatin bîra wî. [3406 aydogan_res] Mîna ku romaneke polîsiye bixwîne, fikirî. [3407 aydogan_res] Tiştên ku hatin bîra wî, ew ji wan ramanan dibir devereke din. [3408 aydogan_res] Çima Bişêr xwastibû ku ew jî bi wî re biçe? [3409 aydogan_res] Ma qey wî jî tiştekî weha dixwast? [3410 aydogan_res] Çima çer ku li ser çûyinê fikirî, hema Diyarbekir hat bîra wî? [3411 aydogan_res] Pakêta ber xwe vala kiribû. [3412 aydogan_res] Paketeke din ji bêrîka xwe derxist. [3413 aydogan_res] Çixareyek pêxist. [3414 aydogan_res] Destê xwe da eniya xwe û fikirî. [3415 aydogan_res] Çi tiştên ku li ser navê Diyarbekirê dizanîbûn, giş hatin bîra wî. [3416 aydogan_res] Zarokatiya wî, lîskên wî yên li ber deriyan, şerên wî, hevalên wî, evînên wî û bitenêtiyên wî. [3417 aydogan_res] Seydoyê ku hertim tê xewna wî û bangî wî dikir, Selmanê ku derketiye çiyê û niha kî dizane, bê li kû ye, Şêxoyê girtî, Hemdînê kuştî, Eliyê ku dilê wî jê mabû û çûbû… Nûşîna ku her di bîra wî de bû… Çavên wê, ruyê wê yê xweşik, porê wê, bêhna wê, bejna wê ya zirav… Bêrikirinên wî, helbestên wî, tirsên wî… Wê roja ku ew ji welêt derketin... Xwastina wî ya çûyinê ku heta niha ji herkesî veşartibû û belkî heke ne ji vê nameya Bişêr bûya jî wî dê bi qasî niha serê xwe pê neêşandaya... [3418 aydogan_res] Dilê wî careke din êşiya. [3419 aydogan_res] Li ber xwe ket. [3420 aydogan_res] Zikê wî bi wî şewitî. [3421 aydogan_res] Kela girî ket qirika wî. [3422 aydogan_res] Çavên wî sor bûbûn. [3423 aydogan_res] Ji bo ku negirî, dev li lêva xwe dikir. [3424 aydogan_res] Dîsa jî nikarîbû xwe bigirtaya. [3425 aydogan_res] Çixareya xwe vemirand û yeka din ji pakêta li erdê kişand û xist devê xwe. [3426 aydogan_res] Hilmeke kûr bi keserê re kişand û ma. [3427 aydogan_res] Dilê wî bûbû wek bombeyeke ku pîmê wê hatibe kişandin. [3428 aydogan_res] Ji bo teqînê li hemanan bû. [3429 aydogan_res] Hê jî diricifî. [3430 aydogan_res] Li xwe heyirî. [3431 aydogan_res] Li hespê har ku Bişêr behsa wî kiribû, fikirî. [3432 aydogan_res] Gulpeke din ji çixareya xwe kişand. [3433 aydogan_res] Destên wî mîna ku bi cereyanê ketibin, dilerizîn. [3434 aydogan_res] Serê xwe xist nava herdu destên xwe û ma. [3435 aydogan_res] Bi dû re, bi dengekî lerzokî, hêdîka di ber xwe de got, »heqê ez jî bi te re bihatama…« [3436 aydogan_res] Rabû ser piyan, situyê xwe xwar kir û rahişt qapûtê xwe. [3437 aydogan_res] Derî li pey xwe kişand û derket derve. [3438 aydogan_res] Berê xwe rast da rawestgehê. [3439 aydogan_res] Heta ku ji malê bi dûr ket jî digot qey ew ê aniha Bişar ji nişka ve derkeve û bangî wî bike. [3440 aydogan_res] 2. [3441 aydogan_res] Di xelasbûna her evînê de, dîroknivîs pênûsên xwe dişikînin... [3442 aydogan_res] »Evdal im binêr hemû çiya digo çiya ne Heyran çiya digo em çiya ne Çavên reş û belek Dinya alemê Xwedê zane çend bela ne, dimirim ax Ay li minê ax ay Xwedê. [3443 aydogan_res] Herkesî dost û yarê xwe girtine Wê kafir û kafirbavê Kî xwe girtiye ez û tu terk dane Xirabmal im yeman bendewar im yeman Ax ez aşiq im dîno...« [3444 aydogan_res] Dinya sar bû. [3445 aydogan_res] Berfa ku ji do de nesekinîbû û li eniya kesên ku dimeşiyan dixist hê jî dibariya. [3446 aydogan_res] Bayê kur hê jî dom dikir. [3447 aydogan_res] Mirov digot qey tofaneke ecêb rabûbû. [3448 aydogan_res] Hemû mekîneyên ku di ber wî re derbas dibûn, tije bûn. [3449 aydogan_res] Rêwiyan gişan di caman re li berfa ku dibariya temaşe dikir. [3450 aydogan_res] Berfê nedihişt ku mirov ber xwe bibîne. [3451 aydogan_res] Ji ber wê, mekîne hêdî hêdî diçûn. [3452 aydogan_res] Heta ku otobusa ew ê lê siwar bibûya hat, Robîn ji serma qefilî. [3453 aydogan_res] Lêvên wî qeşa girtibû. [3454 aydogan_res] Bêvila wî bûbû mîna gêzerekî. [3455 aydogan_res] Guhên wî hingî sor bûbûn ku wî digot qey ew ê aniha jê bikevin. [3456 aydogan_res] Pişta wî bûbû mîna ku tu derziyan tê re rakî. [3457 aydogan_res] Çongên wî dilerizîn. [3458 aydogan_res] Tiliyên lingên wî hew diliviyan. [3459 aydogan_res] Çer ku deriyê otobusê vebû, xwe bi lez avêt hindurê wê. [3460 aydogan_res] Çû weke hercar li paşiyê, ji xwe re cihek zeft kir û rûnişt. [3461 aydogan_res] Berê xwe da camê. [3462 aydogan_res] Nameya Bişêr û çûyina wî, Diyarbekir xistibû bîra wî. [3463 aydogan_res] Hê li rojên xwe yên li Diyarbekirê difikirî; bêtir jî roja ku cara dawîn ew bi Nûşînê re li parkekê rûniştibû. [3464 aydogan_res] Rojeke havînê ya germ bû. [3465 aydogan_res] Li ser maseya hercar, li bin siya dara mezin rûniştibûn. [3466 aydogan_res] Herduyan jî ji zû de hevdu nedîtibû. [3467 aydogan_res] Robîn bi hemû hezkirina dilê xwe li wê diniherî. [3468 aydogan_res] Lê Nûşînê, ne Nûşîna hercar bû. [3469 aydogan_res] Nedipeyivî. [3470 aydogan_res] Li wî nediniherî. [3471 aydogan_res] Wek hercar nedikeniya jî. [3472 aydogan_res] Her li deriyê parkê diniherî û diponijî. [3473 aydogan_res] Dixwast ku zû bi zû rabe û biçe qey... [3474 aydogan_res] Robîn têgihiştibû ku dixwaze dev ji wî berde, bes bawer nedikir. [3475 aydogan_res] Ew ji xwe re difikirî ku piştî ewqas tiştên ku bi hev re kiribûn, dê çawa bikarîya dev ji wî berdaya. [3476 aydogan_res] Ji salekê zêdetir çêbûbû ku wan ji hevdu hez dikir. [3477 aydogan_res] Gelek caran li deverên weha, li ser bircan li hezkirina xwe mukir hatibûn. [3478 aydogan_res] Gelek caran bi hezar derewan malbata Nûşînê xapandibû û li malên hevalên xwe yên xwendekar li cem hev razabûn. [3479 aydogan_res] Gelek caran heta sibehê, di himbêza hevdu de, bi hev re şiyar mabûn. [3480 aydogan_res] Gelek caran, Robîn helbestên xwe ji wê re xwendibûn. [3481 aydogan_res] Îja niha, ew ê ji hevdu veqetiyana û Robîn bi vêya dizanîbû. [3482 aydogan_res] Digel ku hê mîna rojên ku heta sibehê di hembêza hevdu de diman ji wê hez dikir jî ew ê ji hevdu veqetiyana. [3483 aydogan_res] Belkî jî ji wan rojan bêtir… [3484 aydogan_res] Ji xwe ev demeke dirêj bû ku dengê hevdu jî nebihîstibûn. [3485 aydogan_res] Çend caran Robîn telefonî mala wan kiribû jî Nûşîn yan ne li malê bû, yan jî karekî ku destê wê jê nedibû dikir. [3486 aydogan_res] Tu carî nedihat ser telefonê. [3487 aydogan_res] Cara dawiyê gava hatibû jî ji bo ku hevdu bibînin û li ser tiştekî girîng bipeyivin, civan dabû Robîn. [3488 aydogan_res] Robîn xwe dabû benda wê ku ew tiştekî ji wî re bibêjê û dilê wî rehet bike. [3489 aydogan_res] Heta ku ji devê wê nebihîstaya jî dilê wî nediket cih. [3490 aydogan_res] Robîn bi kerb bû, xemgîniya xwe ji ruyê wî û niherînên wî dida der. [3491 aydogan_res] Meraq dikir. [3492 aydogan_res] Di ber re jî ditirsiya ku têkîliya wî û Nûşînê biqede. [3493 aydogan_res] Qey gava mirov ji hinan hez bike, hema ditirse ku ew kes dev ji wî berdin û herin. [3494 aydogan_res] Ji ber vê yekê, got: [directspeech aydogan_res] Tu çima ji min direvî, Nûşîn? [3495 aydogan_res] Nûşîn ji xwe li benda pirseke weha bû û bersiva xwe jî ji berê de amade kiribû. [3496 aydogan_res] Lê, devê wê negeriyabû ku bigotaya. [3497 aydogan_res] Xwe bi ser hev de civandibû, berê xwe dabû wî. [3498 aydogan_res] Lêva xwe xwar kiribû, keserek kişandibû û gotibû: [3499 aydogan_res] Hin problemên min hebûn. [3500 aydogan_res] Ji ber wê ez li te nedigeriyam. [3501 aydogan_res] Robîn bi hemû dilsafiya xwe gotibû: [3502 aydogan_res] Te dikarîbû ji min re bigotaya. [3503 aydogan_res] Ma qey çi ji destê min bihataya, min ê ji bo te nekiraya? [3504 aydogan_res] Ev peyv bi awayê ku li ber wê bigere, ji devên wî derketibûn. [3505 aydogan_res] Nûşînê dîsa kiribû ufe uf û gotibû: [directspeech aydogan_res] Tu min fahm nakî, Robîn. [3506 aydogan_res] Bi dû re jî mîna ku ji berê de peyvên xwe ji ber kiribû, li pey hev rêz kiribûn. [directspeech aydogan_res] Binihere, Robîn. [3507 aydogan_res] Tu kesekî pir baş î. [3508 aydogan_res] Ez hê jî ji te hez dikim, lê ne weke berê. [3509 aydogan_res] Ew hestên min yên berê nemane… [3510 aydogan_res] Ew peyv bûbûn mîna kelemekê û di dilê wî de rabûbûn. [3511 aydogan_res] Wî ê ev peyv tu carî ji bîr nekirana. [3512 aydogan_res] Ziq li çavên wê niherîbû. [3513 aydogan_res] Mîna ku kûzeke ava sar bi ser wî de hatibe dakirin, mat mabû. [3514 aydogan_res] Belê, tirsa wî rast derketibû. [3515 aydogan_res] Çawa qesirek ji binî ve bihedime, ew jî weha bûbû. [3516 aydogan_res] Digot qey tiştin di hindurê wî de ji hev diqetin. [3517 aydogan_res] Gava têgihiştibû bê Nûşînê dixwast çi bibêje, beyî ku bizanibe bê ew ê bi dû re çawa li ber bikeve, peyva wê bi carekê ve birîbû û gotibû: [3518 aydogan_res] Hela bisekine, bisekine! [3519 aydogan_res] Ev tu çi dibêjî? [3520 aydogan_res] Ez dibêjim ku… [3521 aydogan_res] Êdî dilê Robîn ketibû cih. [3522 aydogan_res] Ne hewce bû ku Nûşînê tiştekî din bigotaya. [3523 aydogan_res] Dîsa peyva wê birîbû û hêdîka gotibû: [directspeech aydogan_res] Binihere, Nûşîn. [3524 aydogan_res] Min nexapîne û peyvê dûdirêj neke. [3525 aydogan_res] Ez ê carekê bi tenê bipirsim. [3526 aydogan_res] Tu jî peyvekê bi tenê ji min re bibêje. [3527 aydogan_res] Ma çawa dikarîbû dev ji wê berdaya. [3528 aydogan_res] Ma qey wî ê ev roj û ev peyvên ku hatibûn kirin, qet bikarîbûya ji bîr bikirana? [3529 aydogan_res] Sozên ku dabûn hev hatibûn bîra wî. [3530 aydogan_res] Demên ku di himbêza hev de bûn û devên wan di devên hev de bûn, mîna filîmekî di ber çavên wî re bihurîbûn. [3531 aydogan_res] Xwastibû hema wê gavê rabûya û bi hemû hêza xwe biqêriya û bigotaya: [directspeech aydogan_res] Ez ji te hez dikim… [3532 aydogan_res] Xwe bi zorê zevt kiribû. [3533 aydogan_res] Ji bo ku neqîre, dev li lêva xwe kiribû. [3534 aydogan_res] Bi dû re, dîsa li çavên wê niherîbû û gotibû: [directspeech aydogan_res] Tu dixwazî ku ev têkiliya me xelas bibe, Nûşîn? [3535 aydogan_res] Lê di ber re jî gava ku li benda bersiva wê bû, di dilê xwe de li ber wê digeriya û digot: [directspeech aydogan_res] Dev ji min bernede, Nûşîn. [3536 aydogan_res] Min terk neke... [3537 aydogan_res] Rengê ruyê Nûşînê yê xweşik ji nişka ve hatibû guhertin û zer bûbû. [3538 aydogan_res] Wê bi xwe bawer nedikir ku dê ewqasî zû biqediyaya. [3539 aydogan_res] Mîna ku li yekî biyanî binihere, li wî niherîbû û mabû. [3540 aydogan_res] Tiştek negotibû. [3541 aydogan_res] Bi tenê, serê xwe bi mahneya ku bibêje »erê«, kil kiribû û bi awayê ku ew ê tu carî ji bîra Robîn neçûya, gotibû: [directspeech aydogan_res] Hi hi… [3542 aydogan_res] Wê gavê, Robîn hema destên xwe mîna ku mirov karekî xelas dike, li hev xistibûn û bi awayekî liberketî gotibû: [directspeech aydogan_res] Hingê weha be, tu çima dirêj dikî? [3543 aydogan_res] Baş e, bila xelas bibe. [3544 aydogan_res] Lê belê, hê jî di dilê xwe de digot: [directspeech aydogan_res] Na, Nûşîn! [3545 aydogan_res] Ez bi qurbana te bim, dev ji min bernede... Nûşîn, dev ji min bernede... [3546 aydogan_res] Nûşîn careke din şaş mabû. [3547 aydogan_res] Ew li bende bû ku Robîn li ber wê bigere. [3548 aydogan_res] Wê nehesibandibû ku Robîn dê xelasbûna vê têkîliyê ewqasî bi rehetî bipejirîne. [3549 aydogan_res] Ji bo ku Robîn zêde li ber nekeve, wê hin peyvên din jî di xwe de amade kiribûn. [3550 aydogan_res] Vê carê wê peyva Robîn birî: [directspeech aydogan_res] Lê belê, ez beriya wê, dixwazim tiştekî ji te re bibêjim. [3551 aydogan_res] Robîn tavilê ew dabû sekinandin. [3552 aydogan_res] Ruyê wî jî zer bûbû. [3553 aydogan_res] Gotibû: [3554 aydogan_res] Tiştekî ji min re nebêje, Nûşîn. [3555 aydogan_res] Ez nikarim li tiştekî din guhdarî bikim. [3556 aydogan_res] Min berê jî ji te re gotibû. [3557 aydogan_res] Gava ku tu ji min aciz bûyî, tu ê bihatayî cem min û beyî ku peyvê dirêj bikî, te ê ji min re bigotaya. [3558 aydogan_res] Êdî, bes [3559 aydogan_res] Tiştê ku te got, temam e. [3560 aydogan_res] Hewce nake ku tu lê zêde bikî. [3561 aydogan_res] Lê dilê wî weha nedigot. [3562 aydogan_res] Dilê wî digot: [directspeech aydogan_res] Bipeyive, Nûşîn. [3563 aydogan_res] Ji bo Xwedê, bipeyive û dilê min rehet bike... [3564 aydogan_res] Nûşînê weke ku bibêje, »tu dizanî… yê min ne xema min e«, lêva xwe xwar kiribû, milên xwe kil kiribûn û tu tiştekî din negotibû. [3565 aydogan_res] Robîn serê xwe bera ber xwe dabû. [3566 aydogan_res] Digot qey xelk giş li wan dinihere, şerm kiribû, pir li ber xwe ketibû. [3567 aydogan_res] Xwastibû hema zû bi zû xwe bigihandaya deverekê, serê xwe daniya û têra xwe bigiriya. [3568 aydogan_res] Çavên wî tijê hêsir bûbûn. [3569 aydogan_res] Heke peyveke din kiribûya, ew ê giriyabûya. [3570 aydogan_res] Bîstikekê, bi wî awayî li hember hev rûniştibûn. [3571 aydogan_res] Nûşînê ziq bala xwe dabû wî û ji bêdengiya wî tirsiyabû ku Robîn tiştekî xirabtir bike ku her-du jî di nav xelkê de bihetikin. [3572 aydogan_res] Lê belê, Robîn tiştek nekiribû. [3573 aydogan_res] Hew peyivîbû jî. [3574 aydogan_res] Piştî bîstikekê, gava ku bêhna wî hebekî hatibû ber wî, careke din serê xwe rakiribû û dîsa weke ku li ber wê bigere, li çavên wê niherîbû. [3575 aydogan_res] Wî dê ew nêrîna dawiyê tu carî ji bîr nekiraya û tu carî nizanîbûya bê ji bo çi têkîliya wan bi dawî bûbû. [3576 aydogan_res] Ji ber wê, her ku bihataya bîra wî, weke ku birîna wî bi kêreke zingarî were kolandin, dilê wî dê biêşiyaya. [3577 aydogan_res] Carinan, gava li vî bajarê dîrokî, berê xwe bidaya dîwarên qesir û qonaxên ku bêhna demên kevin ji wan dihat, wî ê her bigotaya qey nivîsek hebû ku lê hatibû kolandin. [3578 aydogan_res] Nivîseke kûrkolandî. [3579 aydogan_res] Ji ber vê yekê, serê wî dê biêşiyaya, bêhna wî dê teng bibûya. [3580 aydogan_res] Ew ê li ber xwe biketaya, kelogirî bibûya û çavên xwe di nivîsa ku wî digot qey di dîwêr de hatibû kolandin de, cit bikirana: [3581 aydogan_res] … û yê herî egîd jî nikarîbû li ber jana evînê debar bikira… [3582 aydogan_res] Piştî wê cara dawîn ku bi Nûşînê re peyivîbû, berî ku werin vî bajarê mezin, careke din jî ew li sûkê dîtibû. [3583 aydogan_res] Lê ji bo ku li çavên wê nenihere û kula dilê wî dîsa tev ranebe, çi qasî bi wî bi tahde bûya jî serê xwe bera ber xwe dabû û di ber wê re bihurîbû. [3584 aydogan_res] Herçî Nûşînê bû, li wî hay bûbû û heta ku jê bi dûr ketibû jî li xwe zivirîbû û di pey wî re niherîbû. [3585 aydogan_res] Ji wê rojê û bi şûn de, zewac jî û evîn jî dê li Robîn heram bibûna. [3586 aydogan_res] Heta ku ew li Gulcanê rast bihataya, rewşa wî dê her weha bûya. [3587 aydogan_res] Niha jî gava ku di otobusê de, serê xwe dabû camê û li wê roja berê û wê niherîna dawîn difikirî, hingî dilê wî diêşiya, çavên xwe girtibûn û dev li lêva xwe kiribû. [3588 aydogan_res] Jana dilê wî xwe di ruyê wî de dabû der. [3589 aydogan_res] Bi dû re, çavên xwe yên sorbûyî vekirin û du niqut hêsir, bi ser hinarikên ruyê wî de, hêdîka bi ser hev de gindirîn. [3590 aydogan_res] Ev çend roj çêbûn ku li Gulcanê jî negeriyabû. [3591 aydogan_res] Ji cerga ku hevalê wî Elî hatibû û ji wî re behsa Nûşînê kiribû û vir de, hew carekê bi tenê çûbû cem Gulcanê. [3592 aydogan_res] Wê rojê, ji wê re gotibû »ez ji te hez dikim.« Lê belê, niha wî jî bi xwe hew dizanîbû bê ka ji kê hez dikir. [3593 aydogan_res] Ji lewre, carinan dilê wî jî bi Gulcanê dişewitî. [3594 aydogan_res] Gulcan… Keçika esmer… Lihevhatî... Bedew… Narîn... Yar û hevala rojên bitenêtiyê… Keçikek û xweşikbûneke dilrevîn... Evîndara nedîtî… [3595 aydogan_res] Nûşîn… Keça Kurdan... Hezkiriya kevin… Niherîna wê ya dawîn… Çavên wê… Birîna dil… Qêrîneke dil ya veşartî… Sernavê kul û derdan… Evîna nîvcomayî... Jana herî mezin… Kerb… [3596 aydogan_res] Kerb… [3597 aydogan_res] Kerb!.. [3598 aydogan_res] Ji xwe aciz bûbû. [3599 aydogan_res] Lahnet li dinyayê û li hemû tiştên wê dianî. [3600 aydogan_res] Hêrs bûbû. [3601 aydogan_res] Dilê wî dîsa tije bûbû. [3602 aydogan_res] Dikira biteqiyaya. [3603 aydogan_res] Rabû ji mekîneyê daket. [3604 aydogan_res] Di bin wê berfa ku nedihişt mirov ber xwe bibîne de, heta malê, di ber xwe de giriya û meşiya. [3605 aydogan_res] Hişê wî ne li serê wî bû. [3606 aydogan_res] Çi kevirê ku bihataya ber wî, weke ku kerba xwe ji serê wî derxîne, bi hemû hêza xwe pehînek lê dixist û bêtir dida girî. [3607 aydogan_res] Carekê destê xwe bir ber çavên xwe û hêsirên xwe paqij kirin. [3608 aydogan_res] Bi dû re dîsa meşa xwe domand û xwe di newala kûr a fikiran de werkir. [3609 aydogan_res] Dinya anî bîra xwe, jiyan anî bîra xwe, civat anî bîra xwe, têkîliyên mirovan, hevaltiyên wan, hezkiriyên wan, evînên wan, derewên wan û hevxapandinên wan... Wek ku hemû li hember wî bin û ew jî xwe ji vê minaqeşeyê re amade bike, fikirî. [3610 aydogan_res] Hem digiriya û dimeşiya, hem jî difikirî. [3611 aydogan_res] Ji ser hişê xwe ve çûbû û berê xwe şaş kiribû. [3612 aydogan_res] »Ez di nav wan de me, lê ez ne ji wan im.«, Byron [3613 aydogan_res] Ez li vê dinyayê najîm. [3614 aydogan_res] Erê, ez li vê dinyayê me, erê bedena min li vira ye û erê herkes dibêje qey ez jî wek wan dijîm; lê dîsa jî tu têkîliyên min bi jiyana vê dinyayê re tune ye. [3615 aydogan_res] Du dinyayan bînin ber çavên xwe. [3616 aydogan_res] Du dinyayên ji hev cida… Herdu jî di nav hev de ne. [3617 aydogan_res] Gava mirov lê dinihere, mirov dibêje qey herdu jî yek in. [3618 aydogan_res] Lê heke hûn jî weke min li derveyî herdu dinyayan bimînin, wê çaxê hûn ê fahm bikin ku hertişt ne wek wê rastiyê ye ku em pê dizanin. [3619 aydogan_res] Ez nikarim derewan bikim. [3620 aydogan_res] Ne ji bo ku ez bi xwe re dipeyivim, ha! [3621 aydogan_res] Ez dizanim ku niha hûn li min guhdarî dikin. [3622 aydogan_res] Erê dengê min dernakeve derve, lê ez baş dizanim ku hûn jî bi qasî min dengê min dibihîsin. [3623 aydogan_res] Belkî jî hûn ji min çêtir dibihîsin. [3624 aydogan_res] Ez najîm, lê ez ne mirî me jî. [3625 aydogan_res] Beyî ku ez jî bizanibim, bê ji ber çi sedemê ye, ez li ser ruyê vê dinyayê, bêserî diçim û têm, diçim û têm... Mîna însanên din. [3626 aydogan_res] Belkî piçekî ji wan cidatir, lê dîsa jî mîna însanên din. [3627 aydogan_res] Mîna ku di nava du dîwaran de asê bûbim, mîna ku di binê bîreke kûr de mabim... Hawîrdor reş û tarî. [3628 aydogan_res] Serê xwe radikim ku li ezmanan binerim, lê ezman xuya nabin. [3629 aydogan_res] Aniha, heke hayê dinyayiyan jê hebe, ew ê bibêjin qey ez behsa wê dinyayê dikim ku mirov di serê xwe de ava dike, ne weha? [3630 aydogan_res] Na, na; ez behsa wê dinyaya ku herkes pê dizane nakim. [3631 aydogan_res] Ji xwe, heke weha bûya, min ne serê xwe diêşand û ne jî yê we. [3632 aydogan_res] Erê, ez jî dizanim ku carinan mirov di serê xwe de dinyanin cida ava dike û ji xwe re di wira de dijî, têkîliyên xwe ji hemû dinyayên din û jiyanên din qut dike. [3633 aydogan_res] Di salên xortaniya xwe de ku ez hêdî hêdî li xwe hay dibûm, belkî jî wê gavê ez ji xwe bi dûr diketim, min fahm kir ku herkes li gora xwe û dinyaya xwe dijî. [3634 aydogan_res] Lê tiştekî din jî heye: Dinyaya herkesî li dora wî dizivire. [3635 aydogan_res] Hertiştên wê dinyayê li ser wî û li gora wî hatine çêkirin. [3636 aydogan_res] Heta, tişt miştên ku gava em bifikirin û qet nayên bîra mirov jî… [3637 aydogan_res] Belê, baweriya min bi zanebûna we tê û ji ber wê, ez dibêjim qey we jî heta niha fahm kiriye. [3638 aydogan_res] Jiyan filîmek e. [3639 aydogan_res] Filîmekî dûdirêj. [3640 aydogan_res] Û her kesek jî filîmekî wî heye. [3641 aydogan_res] Herkes di filîmê xwe de serleheng e. [3642 aydogan_res] Hemû bûyer û mekan, ji bo ku filîmê wî li gora senaryoya ku xwedêgiravî ji berê de hatiye nivîsandin dewam bike û ji derveyî senaryoyê tiştêk pêk neyê, ji berê de tên amadekirin. [3643 aydogan_res] Rola herî mezin ya wî kesî ye. [3644 aydogan_res] Hemû însanên din jî di filîmê wî de fîguran in. [3645 aydogan_res] Dor bi dor tên û diçin... dimirin an jî terk dikin. [3646 aydogan_res] Îcar de bifikirin. [3647 aydogan_res] Mirov bi qasî barê heft hespan pirtûkan binivîsîne, an heft rojan li civatekê nesekine û bibêje jî têrê nake. [3648 aydogan_res] Mesela, ka bala xwe bidinê, carinan di jiyana mirov de tiştin weha pêk tên ku hişê mirov jî bi xwe nagihêjê. [3649 aydogan_res] Mirov sed salî jî bifikire, tiştekî bi wî rengî nayê bîra mirov. [3650 aydogan_res] Lê ji nişka ve ew bûyer pêk tê û bûyera ku mirov jê re dibêje tesaduf, an jî rastlêhatin, hemû jiyana mirov diguherîne. [3651 aydogan_res] Ma ne weha ye? [3652 aydogan_res] Rahme li bavê we! [3653 aydogan_res] Tê gotin ku senaryoya filîmê mirov ji berê de hatiye nivîsandin. [3654 aydogan_res] Hê gava ku nuh em ji diya xwe dibin, kamera dest bi karê xwe dike. [3655 aydogan_res] Senaryo, rol, tîp, bûyer, dîalog, hûnandin, sahne, dekor û kamera… Mirov jî tê, li wê sahneyê cîhê xwe digire û çîrok dest pê dike. [3656 aydogan_res] Tu û şensa xwe... [3657 aydogan_res] Ma ger hertişt ji berê de hatibe plankirin, çi şensa mirov dimîne? [3658 aydogan_res] Ez jî nizanim. [3659 aydogan_res] Tiştê ku ez dizanim ev e ku ez li senaryoyeke ku ez bikaribim tesîrê lê bikim digerim, roleke weha ku ez bikaribim hilbijêrim, bûyerin weha ku ez bi îradeya xwe beşdar bibim… [3660 aydogan_res] Ez dizanim bê hûn ê di vira de çi bibêjin. [3661 aydogan_res] Erê, ez jî dizanim ku Xwedê gava dide mirov, nabêje tu lawê kê yî. [3662 aydogan_res] Lê ez dibêjim qey ev rewşa ku ez tê de me, hebekî dûrî karê Xwedayan e. [3663 aydogan_res] Ez ji çi çaxî de di vira de me, hûn dizanin? [3664 aydogan_res] Ez ji çi çaxî de bi kesî re nepeyivîme? [3665 aydogan_res] Niha, ez ne ez im êdî. [3666 aydogan_res] Ez yekî din im. [3667 aydogan_res] Lê ez wî yekê din nas nakim. [3668 aydogan_res] Bi rastî, ew jî xwe nas nake. [3669 aydogan_res] Gelo ez kî me? [3670 aydogan_res] An kî ez im? [3671 aydogan_res] Gelo ez bi rastî yekî din im? [3672 aydogan_res] An yekî din ez im? [3673 aydogan_res] Carinan ez ji xwe dipirsim, bê hela kîjan ji me ji yê din baştir e. [3674 aydogan_res] Lê her yek li dinyayeke din dijî, herkê jiyaneke wan heye. [3675 aydogan_res] Bîr û baweriyên wan, xusûsiyetên wan, niherînên wan, rabûn û rûniştinên wan, çûyin û hatinên wan û tevgerên wan naşibin hevdu. [3676 aydogan_res] Ne wek hevdu ne, yanî. [3677 aydogan_res] Min lê niherî ku nabe, min dev ji herduyan jî berda. [3678 aydogan_res] Her çi qas niha bi zorê were bîra min jî ez berê zarokek bûm, lê aniha ez hatime guhertin. [3679 aydogan_res] Û ez dibînim ku çerxa felekê jî bi min re hatiye guhertin. [3680 aydogan_res] Niha gava ez li xwe dinerim, dilê min bi min dişewite, bi Qur’an, bi wê Qur’ana ku çi îmana we pê bê, an jî neyê. [3681 aydogan_res] Yekî mîna min... Yekî mîna min ku herkesî dixwast bibûya wek wî. [3682 aydogan_res] Pîrekên taxê, gava dihatin çav li min diketin, hema digot ax û ji diya min re digot, »Xweziya me bi dilê te ku lawekî te yî weha heye.« [3683 aydogan_res] Ez jîr bûm. [3684 aydogan_res] Jêhatî bûm. [3685 aydogan_res] Him di xwendinê de û him jî di şer de, kesî nikarîbû zora min bibiraya. [3686 aydogan_res] Ji ber ku rojekê min kêr li du serseriyên ku dihatin taxa me û bela xwe di zarokên taxa me dida kişandibû, navê min zû belav bûbû. [3687 aydogan_res] Hê di zarokatiya xwe de, gava ez derdiketim derve, hemû zarokên wê der û dorê, ji bo ku hevaltiyê bi min re bikin bi hev re şer dikir. [3688 aydogan_res] Yê min, min ji nav wan ji yên herî bijarte hez dikir. [3689 aydogan_res] Min bi tenê hevaltî bi wan re dikir. [3690 aydogan_res] Ji ber wê jî hê ez duwanzdehsalî bûm, hin îşaretên vê tenêtiya min dest pê kir û ez ji der û dora xwe hêdî hêdî bi dûr ketim. [3691 aydogan_res] Lê tevî vê jî heval û hogirên ku ez bi yekcarî bi tenê nehiştim jî hebûn. [3692 aydogan_res] Ên ku me bawerî dida hevdu. [3693 aydogan_res] Ên ku em ji hevdu re dibûn pişt. [3694 aydogan_res] Ên ku me bêyî hevdu debar nedikir. [3695 aydogan_res] Ên ku em niha heryek bi devereke de belav bûne… [3696 aydogan_res] Berê, herkesî bi serê min sûnd dixwar, tu barê ku min nikarîbû hilgirtaya tune bû. [3697 aydogan_res] Lê aniha..? Aniha ez bûme wek miriyekî. [3698 aydogan_res] Tiştek di min de nemaye. [3699 aydogan_res] Ez dijîm, an najîm, ew jî ne xema kesî ye. [3700 aydogan_res] Belkî jî ne weha ye û ez dilê xwe bi xwe dişewitînim; lê ji derveyî vêya jî tiştekî din nayê bîra min. [3701 aydogan_res] Kesek nikare pê bizanibe bê hêrseke çawa heye di dilê min de. [3702 aydogan_res] Li dinyaya we, kesî ez nas nedikirim. [3703 aydogan_res] Dîsa jî min herkes nas dikir. [3704 aydogan_res] Ji ber ku gava ez derdiketim derve, min çavên xwe digerandin û li dora xwe diniherî. [3705 aydogan_res] Mîna ku kamerayek di destê min de be, min jiyana we giş qeyd dikir. [3706 aydogan_res] Lê min bi awayekî weha qeyd kiriye ku gava hûn lê temaşe bikin, hûn ê xwe nas nekin. [3707 aydogan_res] Ji ber ku ruyê wan kesên ku di dîmênên jiyana we de ne, tune ye. [3708 aydogan_res] Min aliyê dinyaya we yî bêdeng kişandiye. [3709 aydogan_res] Yanî min tevliheviya dinyaya we kişandiye. [3710 aydogan_res] Lê hûn ê di wan dîmenan de, bêdengiya xwe bibînin. [3711 aydogan_res] Belkî hûn ê bigirîn, belkî jî hûn ê henekên xwe bi xwe bikin. [3712 aydogan_res] Wek ku aniha ez dikim. [3713 aydogan_res] Wê gavê, ez bi tenê bûm. [3714 aydogan_res] Sibehê zû derdiketim. [3715 aydogan_res] Carinan min taştê jî nedixwar. [3716 aydogan_res] Ji bo min bûbû tebîetek. [3717 aydogan_res] Ez her sibeh derdiketim û diçûm, min xwe bera nava jiyana we dida. [3718 aydogan_res] Her êvar serê min di ber min de, ez vedigeriyam malê. [3719 aydogan_res] Gava min dixwast ez ji we û jiyana we ya herimî bi dûr bikevim, hema wê rojê ez ji nava nivînên xwe dernediketim. [3720 aydogan_res] Min newêrîbû çavên xwe vekirana. [3721 aydogan_res] Gava min çavên xwe vedikirin, her yek ji we dibû pîrhebokek û bi ser min de dihat. [3722 aydogan_res] Gava ez di xewê re biçûma jî kabûs dihatin min. [3723 aydogan_res] Li aliyekî cin û pîrhebok û hûn, li aliyekî jî kabûs û ez bi tena serê xwe... [3724 aydogan_res] Kesî ji we ez fahm nekirim. [3725 aydogan_res] Gava ez dipeyivîm, we gişan serê xwe kil dikir û li min guhdarî dikir, lê mîna ku ez bi zimanekî din peyivîbim, yekî ji we tiştek ji devê min fahm nedikir. [3726 aydogan_res] Ji bo ku ez bi we bidim fahmkirin û hûn alî min bikin, min qirika xwe çirand, dilê min werimî, ez behecîm, lê we fahm nekir. [3727 aydogan_res] Pê re hêdî hêdî têkîliyên me qut bûn. [3728 aydogan_res] We jî hin têkîlî qut kirin. [3729 aydogan_res] Hin jî min qut kirin. [3730 aydogan_res] Belkî weha çêtir bû. [3731 aydogan_res] Him ji bo we û him jî ji bo min… [3732 aydogan_res] Ez êdî bi xwe re dipeyivîm. [3733 aydogan_res] Min derdê xwe ji xwe re digot û min li xwe guhdarî dikir, lê ji bo ku ez xwe xelas bikim, tiştek ji destê min nedihat. [3734 aydogan_res] Min xwe himbêz dikir û pişta xwe difirkand. [3735 aydogan_res] Kesek tune bû ku min derdê xwe jê re bigotaya. [3736 aydogan_res] Ne hevalekî ku ez serê xwe deynim ser milên wî û bigirîm, ne jî dostekî ku bikaribûya ji min fahm bikiraya an jî ez bikaribim pê bişêwirim… [3737 aydogan_res] Heta demekê, keçikeke ku bikaribe himbêza xwe ji min re veke û derdê min bi min bide jibîrkirin jî tune bû. [3738 aydogan_res] Çi ji min hat, min kir, belkî jî min qet tiştek nekir, lê her çi be, min dîsa jî keçikeke xweşik ku hema carekê bi tenê li min bizivire û li hindurê çavên min binihere nedît. [3739 aydogan_res] Agir bi kezeba min diket. [3740 aydogan_res] Min çi bêriya germahiya canê jinekê kiribû, hûn nizanin. [3741 aydogan_res] Carinan min hertişt ji bîr dikir û ez bi tenê bi wê hesretê dinaliyam ku ez şevekê heta sibehê di himbêza jineke xweşik de bimama, min serê xwe daniya ser memikên wê û di xewê re biçûma. [3742 aydogan_res] Heta ku min Gulcan nas kir, ez bi vê hesretê şewitîm. [3743 aydogan_res] Niha, ne bi temamî be jî Gulcanê ev hesret di dilê min de sivik kiriye. [3744 aydogan_res] Lê ez nizanim, dîsa jî tiştin di dilê min de tev dilivin. [3745 aydogan_res] Dilê min dîsa jî tiştinan dixwaze, bi hesreta tiştin din dişewite. [3746 aydogan_res] Min pir li ber xwe da, tu rê nema ku min neceriband. [3747 aydogan_res] Lê, nebû. [3748 aydogan_res] Piştî ku min lê niherî ku ez çi qasî di ber xwe de bidim jî belasebeb e, êdî min jî dev ji xwe berda. [3749 aydogan_res] Min got, hema çi dibe bila bibe, belkî çêtir bibe. [3750 aydogan_res] Niha ez ji hemû dinyayê xeyidîme. [3751 aydogan_res] Ez bi tena serê xwe li dinyaya xwe dijîm. [3752 aydogan_res] Heke hûn rastiyê bixwazin, ev ne dinyaya min e jî. [3753 aydogan_res] Belkî ya yekî din e û xwediyê wê niha ne li vira ye. [3754 aydogan_res] Belkî jî carê yek, dor bi dor, em tên vira û diçin. [3755 aydogan_res] Ez nizanim. [3756 aydogan_res] Belê, êdî jiyana min naşibe ya we. [3757 aydogan_res] Ew ê tu carî jî neşibiyê. [3758 aydogan_res] Ji ber ku em nema ji hevdu fahm dikin. [3759 aydogan_res] Ne ez ji we fahm dikim, ne jî hûn ji min fahm dikin. [3760 aydogan_res] Ez nema bi henekên we dikenim. [3761 aydogan_res] Hûn jî nema bi yên min... Ji lewre, ez jî henekên xwe ji xwe re dikim. [3762 aydogan_res] Ez bi xwe derdikevim sahneyê û li xwe temaşe dikim û bi xwe dikenim. [3763 aydogan_res] Hingî kêfa min ji henekên min re tê, ez ji kena bi zikê xwe digirim û li ser piştê li erdê dikevim. [3764 aydogan_res] Di ber re jî ez ji xwe re dibêjim, heke hayê însanên din ji van henekan hebûya, ew ê ji kena bimirana, weleh! [3765 aydogan_res] Min têkîliyên xwe yên bi dinyaya we re qut kirine. [3766 aydogan_res] Li gora we, niha ez najîm. [3767 aydogan_res] Lê ez li wira me, li cem we me. [3768 aydogan_res] Wek siyekê, wek xeyalekê di nav we de digerim... Belkî hayê we ji min heye, belkî ne xema we yekî ye jî. [3769 aydogan_res] Belê, ez najîm. [3770 aydogan_res] Di navbera du sahneyan de diçim û têm. [3771 aydogan_res] Li herdu sahneyan jî filîmên min dilîzin; lê herdu filîmên min qet naşibin hevdu. [3772 aydogan_res] Kesê ku ji dêleva min di wan filîman de dilîze, an jî kesê ku herkes dibêje qey ez im, an jî ez... Ew zilam ne ez im. [3773 aydogan_res] Ez nema dikarim vegerim dinyaya we. [3774 aydogan_res] Ne di destê min de ye, em wek hevdu najîn. [3775 aydogan_res] We xwe hişk bi jiyanê girtiye. [3776 aydogan_res] Hûn ji jiyanê hez dikin. [3777 aydogan_res] Lê ez... Hema ez ji we re bibêjim û bila dilê we rehet bibe: Heke jiyan ev be, îmana min ji we û jiyana we diçe! [3778 aydogan_res] Hertişt li aliyekî, ez ê çawa bikaribim xwe xelas bikim, ez nizanim. [3779 aydogan_res] Min çavên xwe girtin û vekirin, min dît ku çerxa felekê bi carekê ve hatiye guhertin. [3780 aydogan_res] Ez gêj bûbûm. [3781 aydogan_res] Mîna ku şev li min geriyabe û ez dewx bûbim, min hema çavên xwe bi tirs digerandin. [3782 aydogan_res] Lê belê min heta niha ne vî warê xwe yî nuh nas kir û ne jî min riya vegerê dît. [3783 aydogan_res] Rojekê ez ê bimirim, yanî ez ê bi temamî bimirim û xelas bibim. [3784 aydogan_res] Bi dû re herkes dê bimire. [3785 aydogan_res] Hinên din dê werin şûna me. [3786 aydogan_res] Yanî em ê bimirin û biçin. [3787 aydogan_res] Yanî tu tişt ji me namîne. [3788 aydogan_res] Yanî em belasebeb dijîn? [3789 aydogan_res] Aha ez vêya qebûl nakim, ha! [3790 aydogan_res] Îro ez heme, lê sibehê tune me. [3791 aydogan_res] Yanî kî bimire ji kîsê xwe diçe? [3792 aydogan_res] Ya ku li zora min diçe jî ev e, ji xwe... [3793 aydogan_res] Ez kî me, çi karê min heye li vê derê, çawa hatim vira, herkes li kû ye, çima kesek dengê min nabihîse, çima em mecbûrin ku bijîn, çima em ê rojekê bimirin?.. Em li vira li çi gûyê xwe digerin, em ji bo çi dijîn? [3794 aydogan_res] Niha ez nizanim bê ez ji bo çi dijîm. [3795 aydogan_res] Gelo hûn dizanin? [3796 aydogan_res] Lê tiştek bi tenê heye ku niha ez pê dizanim; ez êdî ne ez im. [3797 aydogan_res] Heke ez ez bim jî ez bi tenê me. [3798 aydogan_res] Bi tena serê xwe… Di dinyayeke xalî de… Qesasê bitenêtiya min »ne diyar« e. [3799 aydogan_res] Ez di destên »qesasnediyaran« de, ne di tu halî de me. [3800 aydogan_res] Niha hat bîra min. [3801 aydogan_res] Belê, baş hat bîra min. [3802 aydogan_res] Berê, min ji we fahm dikir û we jî ji min. [3803 aydogan_res] Berê, me bi hevdu re xwe li dinyayeke hevbeş radikişand. [3804 aydogan_res] Berê, ez bi henekên we dikeniyam û hûn jî bi yên min… Lê çi bû? [3805 aydogan_res] Çi bi me hat? [3806 aydogan_res] Ma çi bi me nehat, lo!.. Erê, erê… Ji bo her yarekî »qesasnediyarek«... Dil şikestin. [3807 aydogan_res] Situ xwar man. [3808 aydogan_res] Agir bi warekî ket. [3809 aydogan_res] Dixan ji deverekê çû. [3810 aydogan_res] Pêleke koçberiyê… Tofaneke tirsê. [3811 aydogan_res] Xezebeke dîsa »qesasnediyar«… Lehîyek. [3812 aydogan_res] Lehîyeke sor. [3813 aydogan_res] Lehîyeke ku dil kirin gor… [3814 aydogan_res] Û ez serê we zêde neêşînim, dinya li dereke teng li me çû ava, du çavên ez bi hesreta xwe hiştim, cara talî li dinyaya gewrik niherî û xezebê hêlîn li ber gelek dilan xera kir û dilên neçar, dilên peritî xwe li tariya biyanistana bêbext girt. [3815 aydogan_res] Haho, ma ev ne bes in? [3816 aydogan_res] Ma hîn dê çi bibe? [3817 aydogan_res] wecihê te Diyarbekirê tîne bîra min... [3818 aydogan_res] Qerisîbû. [3819 aydogan_res] Gava ku li xwe hay bû, dît ku ji zû ve di ber malê re bihuriye. [3820 aydogan_res] Mal li dû wî mabû. [3821 aydogan_res] Çavên wî werimîbûn. [3822 aydogan_res] Hêsirên wî li ruyê wî qeşa girtibûn. [3823 aydogan_res] Ji sermayê dilerizî. [3824 aydogan_res] Diranên wî li hev diketin. [3825 aydogan_res] Ji şeq şeqa diranan pê ve, tu tişt nedibihîst. [3826 aydogan_res] Vegeriya û heta ku gihîşt malê, dilê xwe bi xwe şewitand û ponijî. [3827 aydogan_res] Hingî di bin wê sermayê de mabû û ji hal de ketibû, çer ku gihişt malê, serê xwe danî û raket. [3828 aydogan_res] Ta girtibû. [3829 aydogan_res] Di xew de dinaliya. [3830 aydogan_res] Gava ku diya wî Leyla Xanim bi dengê nalîna wî hisiyabû, çûbû odeka wî û heta sibehê li ber serê wî rûniştibû. [3831 aydogan_res] Xew ketibû çavên miriyên mezelan, lê neketibû çavên wê. [3832 aydogan_res] Kincên lawê xwe yên ku ji ber xwêdana wî tev şil bûbûn, ji wî kiribûn û yên zuha lê kiribûn. [3833 aydogan_res] Her ku Robîn dinaliya, Leyla Xanimê destê xwe di eniya wî ya fireh de dida, porê wî mist dida û di ber xwe de digiriya. [3834 aydogan_res] Dilê wê bi lawikê wê dişewitî. [3835 aydogan_res] Robîn herroj bê serî derdiket derve û êvaran ruyê wî daliqiyayî dihat malê. [3836 aydogan_res] Carinan jî diket odeka xwe û heta êvarî deng ji wî nedihat. [3837 aydogan_res] Êdî mîna berê, bi Serdar û Meryemê re jî elaqadar nedibû. [3838 aydogan_res] Acizî û bêhntengiya wî li malê, bala herkesî dikişand. [3839 aydogan_res] Robîn heta sibehê bi xwe nehisiya. [3840 aydogan_res] Gava çavên xwe yên westiyayî vekirin, lê hay bû ku canê wî ji xwêdanê tev şil bûye. [3841 aydogan_res] Vêya ew bêtir aciz kir. [3842 aydogan_res] Berî ku ew şiyar bibe, bi çend deqîqeyan mîrata xewê zora Leyla Xanimê biribû û ew li ber serê wî di xew re çûbû. [3843 aydogan_res] Robîn li wê niherî. [3844 aydogan_res] Nehat bîra wî, bê kengî hatibû malê û ketibû nav nivînên xwe. [3845 aydogan_res] Gava çav li rewşa diya xwe ket, lêva xwe gez kir. [3846 aydogan_res] Êşiya. [3847 aydogan_res] Bala xwe da ruyê wê yê ku kul û derdan cih ji tu tiştekî re nehiştibû. [3848 aydogan_res] Dilê wî bi wê şewitî. [3849 aydogan_res] Gava dît ku çavên diya wî tev liviyan, dîsa çavên xwe girtin û xwe li xewê danî. [3850 aydogan_res] Leyla Xanim bi paçikê destê xwe ruyê wî yê xwêdayî paqij kir. [3851 aydogan_res] Bi dû re, rabû ser xwe û çû ber derî. [3852 aydogan_res] Westiyabû. [3853 aydogan_res] Berî ku derkeve, dîsa li xwe zivirî û bi çavên xwe yên ji bêxewiyê nepixîbûn û bi zorê vedibûn, li ruyê lawikê xwe niherî. [3854 aydogan_res] Bi dû re zivirî, derî bi kerbeke mezin li pey xwe girt û derket. [3855 aydogan_res] Gava derî hat girtin, Robîn çavên xwe dîsa vekirin. [3856 aydogan_res] Canê wî giran bûbû. [3857 aydogan_res] Lihêf ji ser xwe avêt, rabû û rûnişt. [3858 aydogan_res] Kincên xwe yên şilbûyî ji ser xwe avêtin. [3859 aydogan_res] Hew bêcemeyê wî lê mabû. [3860 aydogan_res] Xwe bi wî awayî dîsa li ser nivînên xwe dirêj kir. [3861 aydogan_res] Çavên wî vekirî bûn û li bin zikê xênî diniherî. [3862 aydogan_res] Bîstikekê weha ma û her fikirî. [3863 aydogan_res] Ji ber ku li malbata xwe dibû bar, ji ber xwe fedî kir. [3864 aydogan_res] Mîna ku hinekan tif ser çavê wî kiribe, li ber xwe ket, ruyê wî sor bû. [3865 aydogan_res] Serê xwe bera ber xwe da. [3866 aydogan_res] Ji xwe re got: [directspeech aydogan_res] Ez ji tu gûyî re nabim! [3867 aydogan_res] Ez ji tu gûyî re nabim... Divê êdî tiştek bikira. [3868 aydogan_res] Tiştekî din. [3869 aydogan_res] Tiştekî nû ku wî ji vê rewşê xelas bike. [3870 aydogan_res] Gava li xelasiyê fikirî, Bişar hat bîra wî. [3871 aydogan_res] Bi hêrs li nameya wî fikirî dîsa. [3872 aydogan_res] Qet nebe wî ceribandibû! [3873 aydogan_res] Heke bi ser neketibe jî ew ê ji xwe re bibêje »min ceriband.« [3874 aydogan_res] Rêza yekem ya nameya wî di serê xwe de dubare kir. [3875 aydogan_res] … Hespekî har di bin min de ye. [3876 aydogan_res] Ez nikarim wî rawestînim. [3877 aydogan_res] Gava derî vebû û Serdar ket hindur, wî hîn ew rêzik di serê xwe de dubare dikir. [3878 aydogan_res] Serdêr li wî niherî. [3879 aydogan_res] Hêsir ji çavên Robîn diherikîn û ji kêlêkên çavên wî xwarî erdê dibûn. [3880 aydogan_res] Ziq li bin zikê xênî diniherî. [3881 aydogan_res] Li wî hay nebûbû. [3882 aydogan_res] Ji bo ku wî nexe ber fediyê, Serdêr jî tiştek negot. [3883 aydogan_res] Berê xwe da aliyê din, pirtûkek ji refikê daxist û beyî ku dîsa li wî binihere, ji odeka wî derket. [3884 aydogan_res] Çavên Robîn dîsa hêdîka çûn ser hev. [3885 aydogan_res] Ji nişka ve ruyê Bişêr hat ber çavê wî û çû. [3886 aydogan_res] Mîna şewqeke ku ji nişka ve vêkeve û wenda bibe. [3887 aydogan_res] Çavên xwe bi tirs vekirin û sekinî. [directspeech aydogan_res] Ev çi bû, îja? [3888 aydogan_res] Çavên xwe dîsa birin ser hevdu. [3889 aydogan_res] Vê carê, li devereke din bû. [3890 aydogan_res] Ji bo ku nas bike, li dora xwe niherî. [3891 aydogan_res] Hindur nîvtarî bû. [3892 aydogan_res] Li dora wî çend textik mextik, lodeyeke pûş î piçûk û çend sergîn û tepikên rêxê yên jihevbelavbûyî hebûn. [3893 aydogan_res] Bêhneke kevin û sar ji hindur dihat. [3894 aydogan_res] Serê xwe rakir û li jorê niherî. [3895 aydogan_res] Bin zikê xênî mîna camiyekê bû. [3896 aydogan_res] Konên pîrê li dîwaran çêbûbûn. [3897 aydogan_res] Hawîrdor gemarî bû. [3898 aydogan_res] Berê xwe da aliyê din. [3899 aydogan_res] Ji nişka ve çav li wêneyekî ket. [3900 aydogan_res] Wêne mezin bû û pir li jorê hatibû daliqandin. [3901 aydogan_res] Pîrekeke ciwan a xweşik, bi fîstanekî şîrkî û di himbêza wê de jî lawikekî piçûk î kirasspî yî porzer û çavşîn hebû. [3902 aydogan_res] Li dora serê lêwik, şewqeke zer çêdibû ku dora xwe ronî dikir. [3903 aydogan_res] Bi awayekî ecêbmayî li wêneyî niherî. [3904 aydogan_res] Reşahiyek ber bi çavên wî ket. [3905 aydogan_res] Li wî aliyî zivirî. [3906 aydogan_res] Keçikek. [3907 aydogan_res] Bejna wê zirav û lihevhatî. [3908 aydogan_res] Esmer. [3909 aydogan_res] Porê xwe bera ser milên xwe daye. [3910 aydogan_res] Çavên wê reş û gir, ruyê wê zirav û lêvên wê xweşik. [3911 aydogan_res] Li hember wî, di nav bêhna hindur de, mîna semboleke bedewiyê sekinîbû û li wî diniherî. [3912 aydogan_res] Robîn ji xweber destê xwe dirêj kir û got: [directspeech aydogan_res] Nûşîn... [3913 aydogan_res] Nûşînê jî destê xwe dirêj kir, lê wek ku tiştek wê bi paş ve dikişîne, hêdî hêdî bi şûn de çû û di nav wê tariyê de wenda bû. [3914 aydogan_res] Serê Robîn hêdîka ket ber wî. [3915 aydogan_res] Dîsa vegeriya û li erdê niherî. [3916 aydogan_res] Çavên wî li tiştekî din ketin. [3917 aydogan_res] Li wî aliyî zivirî. [3918 aydogan_res] Bişêr li ser lodeya pûş, herdu destên xwe xistibûn nav çongên xwe û xwe xûz kiribû. [3919 aydogan_res] Raketibû. [3920 aydogan_res] Kincên wî tev qetiyayî û gemarî bûn. [3921 aydogan_res] Bala xwe da ruyê wî. [3922 aydogan_res] Ji rîha wî û gemara ruyê wî xuya bû ku ji zû ve ji vira derneketibû. [3923 aydogan_res] Ruyê wî zer bûbû. [3924 aydogan_res] Biniya çavên wî reş bûbû. [3925 aydogan_res] Lawaz bûbû. [3926 aydogan_res] Ji sermayê dilerizî. [3927 aydogan_res] Robîn veciniqî û rabû ser xwe. [3928 aydogan_res] Li dora xwe niherî. [3929 aydogan_res] Pencere, dîwar, pirtûkxane, maseya xebatê ya ku ev çend roj in, wî ne berê xwe dayê û ne jî rêzek nivîsandiye, kaxiz maxizên li ser wê, li dîwêr wêneyekî pira dehderî û bircên Diyarbekirê… [3930 aydogan_res] Hêdîka rabû ser xwe, rahişt qutikê xwe yê li ser kursiyê û çû ber pencereyê. [3931 aydogan_res] Li derve niherî. [3932 aydogan_res] Dinya rohnî bû. [3933 aydogan_res] Berf sekinîbû. [3934 aydogan_res] Her dever spî bûbû. [3935 aydogan_res] Bajar di bin berfê de mabû. [3936 aydogan_res] Ji şewqa berfa erdê, çavên wî şewitîn. [3937 aydogan_res] Çavên xwe rakirin û li avahiyên ku ji dûranê xuya dibûn, niherî. [3938 aydogan_res] Ezman çik î sayî bû. [3939 aydogan_res] Bi hemû zelaliya xwe dibiriqand. [3940 aydogan_res] Vegeriya û dîsa li ser nivînên xwe rûnişt. [3941 aydogan_res] Serê xwe xist nava herdu destên xwe û ma. [3942 aydogan_res] Çavên xwe bera ser teraha li erdê da û çend deqîqeyan bê tevger sekinî. [3943 aydogan_res] Bi dû re, keserek kişand û rabû ser xwe. [3944 aydogan_res] Çû li ber wêneyê li dîwêr sekinî. [3945 aydogan_res] Ew ji dîwêr daxist û di destê xwe de girt. [3946 aydogan_res] Bîstikekê lê niherî. [3947 aydogan_res] Hêrs bû. [3948 aydogan_res] Çavên wî sor bûn. [3949 aydogan_res] Tiliyên wî şidiyan. [3950 aydogan_res] Xwast ku wêneyê di destê xwe de biavêje erdê û bişkîne, di ser de jî bi hemû hêza xwe pihînekê lê bixe û perçe perçe bike. [3951 aydogan_res] Belkî bi wî awayî, dilê wî dê hebekî rehet bibûya. [3952 aydogan_res] Weha nekir. [3953 aydogan_res] Wêne avêt ser maseyê û dîsa çû ber pencereyê. [3954 aydogan_res] Bi çavên ku ji kerban bûbûn wek du bizotên êgir li dûranê niherî. [3955 aydogan_res] Destên xwe kirin kulm û şidandin. [3956 aydogan_res] Bi dû re, dîsa vegeriya ser nivînên xwe û rûnişt. [3957 aydogan_res] Canê wî hêdîka sist bû û ma. [3958 aydogan_res] Hew dizanîbû, bê dê çi bikira. [3959 aydogan_res] Dîsa serê xwe xist nava herdu destên xwe û bala xwe da perxaneya ku li odeka xwe çêkiribû. [3960 aydogan_res] Bişar dîsa hat bîra wî. [3961 aydogan_res] Ew dîmena di hindurê wê dêra kevin de... Zikê wî bi hevalê wî şewitî. [3962 aydogan_res] Bêriya wî kir. [3963 aydogan_res] Hew wî bi tenê dikarîbû ew fahm bikira. [3964 aydogan_res] Niha li kû bû gelo? [3965 aydogan_res] Le çi karê Nûşînê hebû di wê dîmenê de? [3966 aydogan_res] Ma qey dibe ku xewna wî rast be û hin işaretan bi ber wî bixe? [3967 aydogan_res] Nizanîbû. [3968 aydogan_res] Bê çare mabû. [3969 aydogan_res] Vir de diçû, wê de diçû, dîsa dihat û li şûna xwe rûdinişt. [3970 aydogan_res] Bişar çûbû, wenda bûbû. [3971 aydogan_res] Ew dîsa bi tena serê xwe mabû. [3972 aydogan_res] Hew dixwast çav li Gulcanê jî bikeve. [3973 aydogan_res] Li neheqiya ku li wê dike, fikirî. [3974 aydogan_res] Him ji wê hez nedikir, him jî qet nedixwast ku serê xwe ji himbêza wê rake. [3975 aydogan_res] Ji ber xwe fedî kir. [3976 aydogan_res] Hema xwast ku bimire û ji vî derdî xelas bibe. [3977 aydogan_res] Serê xwe bi kerb hejand. [3978 aydogan_res] Kela girî dîsa ket qirika wî. [3979 aydogan_res] Kir û nekir, nikarîbû bigiriya. [3980 aydogan_res] Hêrsa wî di dilê wî de bûbû gulokek û mezin dibû. [3981 aydogan_res] Pakêta xwe ji bêrîka qapûtê xwe derixist û çixareyek pêxist. [3982 aydogan_res] Wê gavê, dît ku tiliyên wî dilerizin. [3983 aydogan_res] Ne bi tenê tilî, lê her deverên wî dilerizîn. [3984 aydogan_res] Hew dikarîbû li ser lingan rawestiya. [3985 aydogan_res] Zû bi zû çixare danî ser xwelîdanka li ser maseyê. [3986 aydogan_res] Di cihê xwe de rûnişt û xwe bi ser piştê de avêt erdê. [3987 aydogan_res] Serê wî gêj dibû. [3988 aydogan_res] Piştî ku çend deqîqeyan li erdê bi wî awayî ma, berî ku hin werin hindur û wî di wê rewşê de bibînin, rabû ser xwe û dîsa çû, li şûna xwe ya berê rûnişt û ma. [3989 aydogan_res] Tiliyên wî hîn jî dilerizîn. [3990 aydogan_res] Jana ku di mejiyê wî de digeriya û ew di nav xwe de vedigevizand, mîna esrarê di damarê wî de digeriya û ew bêhiş dikir. [3991 aydogan_res] Sînga wî bi lez radibû û dadiket. [3992 aydogan_res] Bi dû re, bi vê serxweşiya xwe, dîsa rabû û bi gavin giran çû, hêdîka rahişt wêneyê li ser maseyê. [3993 aydogan_res] Li dewsa wî ya berê daliqand. [3994 aydogan_res] Gemara ser wêneyî, bi kefa destê xwe paqij kir û bala xwe dayê. [3995 aydogan_res] Her gava ku wî li vî wêneyî diniherî, bêhna wî fireh dibû. [3996 aydogan_res] Lê, vê carê weha nebû. [3997 aydogan_res] Mirov digot qey ew sêhra vî wêneyî betal bûbû û çûbû. [3998 aydogan_res] Vê carê bêhna wî ji berê bêtir teng bûbû. [3999 aydogan_res] Ew jî li vê yekê hay bûbû. [4000 aydogan_res] Dîsa li wêne niherî, mîna ku li dijminê xwe binihere çavên xwe qels kirin, diranên xwe şidandin, hêrsa xwe li ser hev civand û mîna ku bi însanekî re bixeyide û biqîre, di dilê xwe de got: [directspeech aydogan_res] Tu jî hew ji tû gûyî re dibî, weleh! [4001 aydogan_res] Kir niçe niç û bi wî awayê xwe yê ku tu nemabû ji hêrsa xwe biteqiya, bi kerb serê xwe kil kir. [4002 aydogan_res] Kesereke kûrtir kişand, axînek ji sînga wî ber bi qirika wî ve hat û derket derve. [4003 aydogan_res] Kelogirî çû li ber pirtûkxaneya xwe sekinî. [4004 aydogan_res] Serê xwe rakir û bi çavên xwe yên şil û sorbûyî li refika jorê niherî. [4005 aydogan_res] Ji wira rahişt torbeyekî naylon û hat dîsa li ser nivînên xwe rûnişt. [4006 aydogan_res] Torbeyê reş û tozgirtî dawişand û vekir. [4007 aydogan_res] Destekî xwe rada hindurê wî û wêneyek jê derixist. [4008 aydogan_res] Hêsirên wî hêdî hêdî diherikîn. [4009 aydogan_res] Têra xwe lê niherî. [4010 aydogan_res] Mîna ku mirov li çavên hezkiriya xwe ya kevin binihere û tê de biçe binê newalên kûr, çolên bêdawî, okyanûsên bêbinî… [4011 aydogan_res] Wêneyekî din derxist û danî ser yê din. [4012 aydogan_res] Dîsa yê din ji binî derxist û ji berê kûrtir lê niherî. [4013 aydogan_res] Bîstikekê, carê li yê din û carê li yê ku bi dû re ji torbe derxistibû vegeriya û ma. [4014 aydogan_res] Bêhna wî li ber çikînê bû. [4015 aydogan_res] Hêsirên wî mîna ku xwe li ber melodiyeke giran berdin xwarê, herikîn ser hinarikên ruyê wî û ji xwe re rêyin peyda kirin, daketin heta jêra çenga wî û ji wê derê jî niqutîn xwarê. [4016 aydogan_res] Her ku hêsirekî din diniqutî, bêvila xwe dikişand û kerba dilê xwe dikir axîn û derdixist derve. [4017 aydogan_res] Çend wêneyên din jî avêtin ser yên din. [4018 aydogan_res] Hin ji wan bi niqutên hêsirên wî şil bûbûn û xera bûbûn. [4019 aydogan_res] Bi êşa serê wî, him giriyê wî û him jî hêrsa dilê wî pirtir dibû. [4020 aydogan_res] Heta ku ruyê wî û çavên wî nepixîn, giriya. [4021 aydogan_res] Wêne giş ji torbe derxistin, di destê xwe de dan ser hev, mahdê xwe tirş kir û bi hemû hêza xwe, got ‘peleq’ û ew li bin guhê dîwêr xistin. [4022 aydogan_res] Wêneyên ku li dîwêr ketin, li wê rastê bela wela bûn. [4023 aydogan_res] Xwe bi ser dev de avêt ser nivînên xwe û demeke dirêj bi wî awayî ma. [4024 aydogan_res] Çûyin? [4025 aydogan_res] Mayin? [4026 aydogan_res] Çûyin? [4027 aydogan_res] Mayin?… Kerb… Bitenêtî… Keser… Hesret… Mirin… Giş jî weke hev… Yek ji yekê xerabtir… [4028 aydogan_res] Serê xwe ranekir. [4029 aydogan_res] Giriyê wî sekinî. [4030 aydogan_res] Westiyabû. [4031 aydogan_res] Lê, hê jî dilê wî rehet nebûbû. [4032 aydogan_res] Dikira dîn bibûya. [4033 aydogan_res] Çûyin û mayin, bûbûn mirin û mirin. [4034 aydogan_res] Tiştekî din nedihat bîra wî. [4035 aydogan_res] Rêyeke din. [4036 aydogan_res] Dermanekî din. [4037 aydogan_res] Merhemek ji vê birînê re. [4038 aydogan_res] Haho!!! [4039 aydogan_res] Hawar gidiyano!!! [4040 aydogan_res] Mayin: Terikandina hertiştî. [4041 aydogan_res] Jibîrkirin. [4042 aydogan_res] Her û her di nav bêrikirinê de helandina dil û mejî… [4043 aydogan_res] Çûyin: Çûyina kî derê? [4044 aydogan_res] Ji bo çi? [4045 aydogan_res] Bi çi mebestê?.. [4046 aydogan_res] Kîjan? [4047 aydogan_res] Kîjan? [4048 aydogan_res] Kîîîîîîîjaaaaaaaaaaaaaaaaaaaaaaaaaaaaaan! [4049 aydogan_res] Di nav van fikran de, asê mabû. [4050 aydogan_res] Ev asêbûn jî tirs bera dilê wî dida. [4051 aydogan_res] Her ku digot ‘çûyin,’ tirsa wî mezintir dibû. [4052 aydogan_res] Bi vê tirsê re meraq û heyecana wî jî... Jan… [4053 aydogan_res] Hew dikarîbû xwe ji nav van fikran xelas bikira. [4054 aydogan_res] Tirs, meraq û heyecan, tev li hev dibûn di dilê wî de, diçûn û dihatin. [4055 aydogan_res] Şerekî mezin dest pê kiribû. [4056 aydogan_res] Hêdî hêdî ber bi têkçûyinê ve diçû. [4057 aydogan_res] Sînga wî wek volkanekê dikeliya, dikeliya. [4058 aydogan_res] Hindik mabû ku bigota ‘gurm’ û biteqiya. [4059 aydogan_res] Tirsê zora heyecan û meraqê bir. [4060 aydogan_res] Mîna ku li tiştekî ecêbmayî mabe, çavên wî fireh bûbûn. [4061 aydogan_res] Çi tiştê ku dizanîbû, çi kesên ku nas dikirin, çi ruyên ku di bîra wî de mabûn; çi bira, çi heval, çi yar; çi kolan, çi bajar, çi welat; çi stran, çi helbest, çi çîrok, çi romanên ku dihatin bîra wî hebûna… Gişan ji wî re eynî tişt digot. [4062 aydogan_res] Û ji nava wan, yek jî li dijî yên din dernediket. [4063 aydogan_res] Heta, kabûsên wî jî ji wî re eynî tişt digot: [4064 aydogan_res] Vegere. [4065 aydogan_res] Vegere û were. [4066 aydogan_res] Ez werim? [4067 aydogan_res] Belê. [4068 aydogan_res] Ji bo çi? [4069 aydogan_res] Rizgarî. [4070 aydogan_res] Çawa? [4071 aydogan_res] … [4072 aydogan_res] Kî der? [4073 aydogan_res] … [4074 aydogan_res] Gava Robîn di odeka xwe de, di nav kul û derd û janên xwe de vedigevizî, diya wî Leyla Xanimê jî ji bo wî li serşokê av germ dikir. [4075 aydogan_res] Leyla Xanim heta sibehê, li ber serê wî mabû. [4076 aydogan_res] Xwêdana eniya wî û pişta wî paqij kiribû. [4077 aydogan_res] Ji ber ku ji rewşa kurê xwe, tu tişt fahm nedikir û nikarîbû çareyekê jê re bibîne, bêtir li ber diket. [4078 aydogan_res] Di ber xwe de digiriya. [4079 aydogan_res] Ji bo ku kes bi wê û giriyê wê nehise jî ji serşokê dernediket. [4080 aydogan_res] Serdar carekê ji bo ku dest û ruyê xwe bişo, ketibû serşokê; lê gava ku çav li diya xwe û giriyê wê ketibû, dibe ku têgihiştibe, beyî ku wê bi xwe bihisîne, serê xwe bera ber xwe dabû û hêdîka bi şûn de vegeriyabû. [4081 aydogan_res] Ji xwe, gava ji bo pirtûkê ketibû odeka Robîn, ew bi çavên xwe dîtibû û rewşa wî fahm kiribû. [4082 aydogan_res] Robîn her ku diçû ji wan bi dûr diket. [4083 aydogan_res] Êdî, hew henek jî bi wî dikirin. [4084 aydogan_res] Hew bi wî re dipeyivî. [4085 aydogan_res] Dereng vedigeriya malê. [4086 aydogan_res] Tew carinan kesî nizanîbû, bê diçe kî derê. [4087 aydogan_res] Gava dihate malê jî ji odeka xwe dernediket. [4088 aydogan_res] Herçî Serdar bû, ji ber ku pir ji Robîn hez dikir, niha dilê wî pê dişewitî. [4089 aydogan_res] Gava di ser de çav li wê rewşa diya xwe ket, hew dikarîbû debar bikira. [4090 aydogan_res] Hema zû bi zû kincên xwe li xwe kirin, beyî ku dest û ruyê xwe bişo û xwe weke hercar bixemilîne, porê xwe jole bike û li benda taştê bimîne, digel ku hê ji çûyina wî re, gelek wext mabû jî bi dizî derketibû derve û çûbû. [4091 aydogan_res] Gava Robîn ji odeka xwe deriket, Leyla Xanimê jî ava wî bera teştê di-da. [4092 aydogan_res] Çavên wê nepixîbûn, bêvila xwe bi pişta destê xwe paqij dikir. [4093 aydogan_res] Piştî ku Robîn serî di ber de, di ber wê re derbas bû û ket serşokê, ji bo ku kes tiştekî jê nepirse, hema ket hêwanê û secadeya xwe raxist û dest bi nimêjê kir. [4094 aydogan_res] Heta ku Robîn ji serşokê derket û tev li destmala ku pê porê xwe zuha dikir, berê xwe da odeka xwe jî ew ji ser secadeyê ranebû. [4095 aydogan_res] Dengê lingan ji medbexê hat û hin di ber deriyê hêwanê re çûn û hatin jî ew qet ji şûna xwe ranebû û berê xwe jî neda wan. [4096 aydogan_res] Hey selawat kişandin û ji bo ku Xwedê rêyeke baş ber bi kurê wê bixe, dia kirin. [4097 aydogan_res] Mehabad rabû çû metbexê. [4098 aydogan_res] Piştî ku taştê amade kir, ji bo ku Mîtanî şiyar bike hat li ber deriyê odeka wî sekinî. [4099 aydogan_res] Dengê Mîtanî ji hindur dihat. [4100 aydogan_res] Li gora dengan, xuya bû ku dîsa bi Binevşê re dixeyidî. [4101 aydogan_res] Wê gavê Mehabadê mahdê xwe tirş kir, kire ufe uf, dîsa vegeriya medbexê û li ser sifreyê rûnişt. [4102 aydogan_res] Meryemê jî berdilka xwe li xwe kiribû û hatibû, li ser sifreyê rûniştibû. [4103 aydogan_res] Herdu li benda xelasbûna şerê wan sekinîn. [4104 aydogan_res] Herçî Mehabad bû, ji bo xelasbûna vî şerê ku êdî hizûrê di mala wan de nahêle, çi ji destê wê bihata dikarîbû bikira. [4105 aydogan_res] Lê ji tirsa Mîtanî, newêrîbû dengê xwe derixistaya. [4106 aydogan_res] Bîstikekê li ser sifreyê çavên xwe bera niqteyeke ku nayê dîtin dan û sekinî. [4107 aydogan_res] Ponijî. [4108 aydogan_res] Bêhna wê pir teng bûbû. [4109 aydogan_res] Îmana wê ji herduyan jî diçû. [4110 aydogan_res] Ji cerga ku Binevş hatibû nav vê malê, tifaq di nav wan de nehiştibû. [4111 aydogan_res] Mîtanî jî dikir û nedikir, bi wê nikarîbû. [4112 aydogan_res] Binevşê tu carî bi ya wî nedikir. [4113 aydogan_res] Ji ber wê, wan hema hema herroj şer dikir êdî. [4114 aydogan_res] Bi qêrîneke Binevşê bi xwe hisiya, dîsa rabû ku biçe ber derî. [4115 aydogan_res] Resûl Beg jî bi dengê wan rabûbû û bi destan tiştin ji Leyla Xanimê dipirsîn. [4116 aydogan_res] Mîtanî hey ji Binevşê re digot: [directspeech aydogan_res] Keçê, li min guhdarî bike, keçê! [4117 aydogan_res] Destê xwe deyne! [4118 aydogan_res] Destê xwe deyne, ez ji te re dibêjim! [4119 aydogan_res] Û diqêriya. [4120 aydogan_res] Dengê wî û dengê giriyê Binevşê tev li hev dibû û dihat derve. [4121 aydogan_res] Carekê, dengê sîleyekê jî hat bihîstin. [4122 aydogan_res] Bi dû re, yeka din û yeka din. [4123 aydogan_res] Serê xwe rake, keçê! [4124 aydogan_res] Keçê, serê xwe rake! [4125 aydogan_res] Binevş digiriya û diqêriya. [4126 aydogan_res] Dengê Mîtanî bi ser yê wê diket: [4127 aydogan_res] Hiş be! [4128 aydogan_res] Negirî! [4129 aydogan_res] Negirî, keçê! [4130 aydogan_res] Dengên sîleyan li pey hev dihatin. [4131 aydogan_res] Leyla Xanim û Resûl Beg û Mehabadê nizanîbû, bê divê wan çi bikira. [4132 aydogan_res] Şaş mabûn. [4133 aydogan_res] Mîtanî û Binevşê berê jî gelek caran pev çinîbû, lê tu carî li şerekî wan yê bi vî rengî rast nehatibûn. [4134 aydogan_res] Ruyê hersiyan jî zer bûbûn, çavên wan fireh bûbûn. [4135 aydogan_res] Carekê, Resûl Beg xwast ku deriyê wan veke û têkeve nav wan, lê Leyla Xanimê ew zevt kir û nehişt tev bilive. [4136 aydogan_res] Bi zorê peyv anîbûn ser hev û got: [directspeech aydogan_res] Bihêle, hela. [4137 aydogan_res] Bihêle, bê çi dibe. [4138 aydogan_res] Di dilê xwe de jî digot: [directspeech aydogan_res] Ox bû. [4139 aydogan_res] Divê Mîtanî berî niha lêxistineke baş li wê bikira. [4140 aydogan_res] Vê qahpika hanê, tifaq di mala me de nehişt. [4141 aydogan_res] Şêrê wan her ku diçû, gurtir dibû. [4142 aydogan_res] Piştî dengê çend sîleyên din ku li Binevşê ketin, derî ji nişka ve vebû û Binevş bi bazdan derket, di nav wan re derbas bû û berê xwe da deriyê derve. [4143 aydogan_res] Li xwe dixist û digiriya. [4144 aydogan_res] Çavên wê tu der nedidît. [4145 aydogan_res] Dikir haho. [4146 aydogan_res] Ne li ser hişê xwe bû. [4147 aydogan_res] Diricifî. [4148 aydogan_res] Mîna dînan hereket dikir. [4149 aydogan_res] Porê wê tev li hev bûbû. [4150 aydogan_res] Heke aniha derketaya derve, yê rastî wê bihataya, dê bigotaya qey ev jinik ji şerekî mezin derketiye, xwe ji nav lepên deh kesan xelas kiriye û hatiye. [4151 aydogan_res] Hema li dora xwe dizivirî û dima. [4152 aydogan_res] Nizanîbû bê dê çi bikiraya. [4153 aydogan_res] Bi dû wê re jî Mîtanî ji odekê derket. [4154 aydogan_res] Çavên wî weha bûbûn ku dikira ji serê wî baz bida. [4155 aydogan_res] Dev li zimanê kiribû. [4156 aydogan_res] Hêrsa wî ji çavên wî yên sor, xuya dibû. [4157 aydogan_res] Hê Binevşê nû derî vekiribû, hema xwe çeng kirê û hişk bi destê wê girt. [4158 aydogan_res] Binevşê dikir haho û bi destên xwe ruyê xwe ji ber sîleyên wî diparast. [4159 aydogan_res] Dengê wê li hindurê apartmanê belav bû û olan da. [4160 aydogan_res] Cîrana hemberî wan, bi dengê wê re deriyê xwe vekir, li wê niherî, lê bi dû re ji tirsa, dîsa deriyê xwe girt û ket mala xwe. [4161 aydogan_res] Binevş li erdê rast bûbû. [4162 aydogan_res] Li her cihê ku derb lê diket, şûna tiliyên Mîtanî çêdibû. [4163 aydogan_res] Mîtanî him lê dixist, him jî ew di pey xwe re dikişkişand odekê. [4164 aydogan_res] Di ber re jî digot: [directspeech aydogan_res] Tu bi ya min nakî, ne weha! [4165 aydogan_res] Tu bi ya min nakî. [4166 aydogan_res] Ez ji te bim, heke dîsa min tu bi xwe re birî cihekî, lê! [4167 aydogan_res] Tu bi ya min nakî, ne weha! [4168 aydogan_res] Ez ji te re dizanim! [4169 aydogan_res] Ew di pey xwe re xist odekê û derî dîsa li ser xwe girt. [4170 aydogan_res] Mîtanî di ber Leyla Xanim, Resûl Beg û Mehabadê re bihurîbû. [4171 aydogan_res] Tew belkî li wan hay nebûbû. [4172 aydogan_res] Belkî jî ji wan pê ve, li tu tiştekî din nedifikirî. [4173 aydogan_res] Ya rastî, gava biryara xwe dabû ku di pey Binevşê re derkeve, rezîlbûna xwe ya li hember malbata xwe jî hesibandibû. [4174 aydogan_res] Hêrî zêde jî li ber vê yekê diket. [4175 aydogan_res] Ji ber wê, gava li wan rast hat û bi hêrs di nav wan re derbas bû, mîna ku li wan hay nebûbe tev geriyabû û ji bo ku hetika wan anîbû, piştî dîsa derî li ser xwe girt, têra wê li Binevşê xistibû û kerba xwe ji serê wê derixistibû. [4176 aydogan_res] Piştî çend deqîqeyan, deng ji wan biliya. [4177 aydogan_res] Hew carê dengê Mîtanî dihat, lê ew jî nedihat fahmkirin. [4178 aydogan_res] Xuya bû ku bêhna wî jî hatibû ber û êdî dev ji lêxistinê berdabû û şîret li jina xwe dikirin. [4179 aydogan_res] Gava ku peyva wî xelas bû jî got: [directspeech aydogan_res] De rabe, biçe serçavê xwe bişo. [4180 aydogan_res] Ji vê carê û pê ve jî xwe bike însan û gava ku hinekan tiştek ji te re got, bi ya wan bike. [4181 aydogan_res] Ne ku tu tiştan bi serê xwe bikî. [4182 aydogan_res] Ez dîsa destê xwe bi te bikim, welehîn, heta ku ez te nekujim, ez dev ji te bernadim. [4183 aydogan_res] Bila vêya jî di bîra te de be. [4184 aydogan_res] De rabe ser xwe. [4185 aydogan_res] De! [4186 aydogan_res] Piştî bîstikekê, Binevşê derî vekir, serî di ber de derket û berê xwe da serşokê. [4187 aydogan_res] Mîtanî jî di pey wê re derket. [4188 aydogan_res] Berê, li ber deriyê serşokê sekinî, bi hêrs li wê niherî, diranên xwe şidandin, serê xwe jê re kil kir û kesereke kûr kişand. [4189 aydogan_res] Bi dû re jî berê xwe guhert û çû medbexê, cem yên din, li ser sifreyê rûnişt. [4190 aydogan_res] Ji ber ku li ber gişan li jina xwe xistibû, yên din jî ji wî tirsiyabûn. [4191 aydogan_res] Hayê wî jî ji vê yekê hebû. [4192 aydogan_res] Ji lewre, mîna axayekî ku biçe nav xulamên xwe ketibû medbexê. [4193 aydogan_res] Yên din mîna ku tiştek nebûbe, çay jê re dagirt, qedeha wî danî ber wî û dîsa bala xwe da xwarinê. [4194 aydogan_res] Berî ku ew bi xwe bixwaze, şekir jî û nan jî danîn ber wî. [4195 aydogan_res] Qedeha wî ya avê jî hat ber. [4196 aydogan_res] Wan digot qey hema Mîtanî li wan li hemana ye û dike dora wan jî bê. [4197 aydogan_res] Him tirsiyabûn ku Mîtanî destê xwe bi wan jî bike, him jî ji bo ku dilê wan li Binevşê rehet kiribû, hurmeta wan ya li hember wî, bêhtir bûbû. [4198 aydogan_res] Lê dîsa jî dilê wan bi Binevşê şewitîbû. [4199 aydogan_res] Ji nav yên malê, bi tenê Resûl Beg cida difikirî. [4200 aydogan_res] Ji derveyî liberketina wî ya ji bo tunebûna tifaqa malê, ji bo kurê xwe jî li ber diket. [4201 aydogan_res] Her ku dengê wan bihata wî, bêtir li ber diket û hey ji xwe re digot: [directspeech aydogan_res] Ev kurê min, bi vî karî nizane. [4202 aydogan_res] Hê nikare bi jinekê re derkeve serî, tew ew ê çawa ji vê malê re sermiyantiyê bike. [4203 aydogan_res] Rojekê serê min bi aliyekî de bikeve, Xwedê neke tiştek bi min were û ez bimirim, ew ê ev mal xera bibe. [4204 aydogan_res] Xwedê çê bike! [4205 aydogan_res] Çend caran wî jî xwastibû ku bi lawê xwe û bûka xwe re bipeyive, lê belê hem ji ber qirika xwe û hem jî ji ber ku tirsiyabû ku kes bi ya wî neke û ji ber wê dev ji vê fikra xwe berdabû. [4206 aydogan_res] Herçî Resûl Beg bû, piştî wê emeliyata ku dengê wî birîbû, êdî hew bi xwe bawer dibû. [4207 aydogan_res] Ji xwe, yên malê gişan dizanîbû, bê Resûl Beg li ser rewşa Mîtanî û Binevşê çi difikire. [4208 aydogan_res] Gişan dizanîbû ku ji ber şerê wan pir aciz dibe, lê nahêle ev aciziya wî xuya bibe. [4209 aydogan_res] Carinan, ew jî li vê rewşa xwe difikirî û li ber diket. [4210 aydogan_res] Heke ew qeweta wî ya berê hebûya û dîsa mîna berê bikarîbûya peyva xwe bi yên dora xwe bida guhdarîkirin, wî ê bi du sîleyan Mîtanî jî Binevşê jî bidaya ber xwe û bikiraya ku nema deng jî wan derketaya. [4211 aydogan_res] Ji lewre, her gava ku ev yek di-hat bîra wî, hema serê xwe bera ber xwe dida, diponijî û kesereke kûr dikişand ku bala herkesê dora wî dikişand. [4212 aydogan_res] Binevşê nehat ser sifreyê. [4213 aydogan_res] Mîtanî bi dengekî bangî wê kir, lê deng jê ne-hat. [4214 aydogan_res] Piştî ku serçavê xwe şuştibû, çûbû û xwe avêtibû ser nivînên xwe. [4215 aydogan_res] Nedigiriya. [4216 aydogan_res] Ne di xew de bû jî mîna hercar. [4217 aydogan_res] Her gava ku ji hinan bixeyidiya, hema xwe diavêt odeka xwe û radiket. [4218 aydogan_res] Lê vê carê, mîna ku ji xwe re li rêyekê bigere, çixareyek pêxistibû û diponijî. [4219 aydogan_res] Çavên wê nepixîbûn û biniya wan reş bûbû. [4220 aydogan_res] Lêva wê jî xuya bû ku derbeke nebaş xwaribû. [4221 aydogan_res] Carekê fikirî ku xeberekê bide mala bavê xwe, da ku werin û têkevin nav wan. [4222 aydogan_res] Lê, ji tirsa ku bavê wê jî li pişta mêrê wê rabe, dev ji vê fikra xwe qeriya. [4223 aydogan_res] Bi vî awayî navbera wê û mêrê wê jî dikarîbû bêtir xerab bibûya. [4224 aydogan_res] Li Stenbolê, tu merivê ku di vî warî de peyva wî li ba mala mêrê wê pere dikir jî tune bû. [4225 aydogan_res] Divê ji xwe re rêyek bidîtaya. [4226 aydogan_res] Hew dikarîbû debar bikiraya. [4227 aydogan_res] Ji ber xwesiya xwe û gorima xwe newêrîbû devê xwe li malê vekira. [4228 aydogan_res] Herduyan jî bi çavê dijminan li wê diniherî. [4229 aydogan_res] Li vê malê, tu kesî ji wê hez nedikir. [4230 aydogan_res] Newêrîbû biçûya nav wan jî. [4231 aydogan_res] Di hindur de, her aciz dibû. [4232 aydogan_res] Ji yên malê ditirsiya ku rojekê li wê bicivin û tiştekî bi wê bikin. [4233 aydogan_res] Mehabadê jî girê xwe ji wê digirt. [4234 aydogan_res] Her ku dihat malê, tiştekî nû ji xwe û Meryemê re dikirî, lê heta aniha tiştek jî ji wê re nekirîbû. [4235 aydogan_res] Her şev gava ku diket cem mêrê xwe, ji wî re ev tişt digotin. [4236 aydogan_res] Mîtaniyê ku li van peyvan guhdarî dikir, tavilê bawerî bi peyvên wê dianî. [4237 aydogan_res] Dibû dijminê xwehên xwe. [4238 aydogan_res] Diya wî jî li ber çavên wî reş dibû. [4239 aydogan_res] Ji ber vî girê pîrekan, bêhna wî teng dibû. [4240 aydogan_res] Êdî, nedixwast ku êvaran were malê. [4241 aydogan_res] Gava li diya xwe jî guhdarî dikir, ji malê bêtir sar dibû. [4242 aydogan_res] Li gora diya wî jî ji cerga ku Binevş hatiye, rehetî nedaye wan. [4243 aydogan_res] Hê destê xwe nedaye tiştekî. [4244 aydogan_res] Her gava ku Mîtanî ji malê derdikeve, ew jî dikeve odeka xwe û heta êvarî ji wira dernakeve. [4245 aydogan_res] Bi kesî re napeyive, nayê nav malê, derdê xwe ji kesî re nabêje. [4246 aydogan_res] Gava ku li wan dinihere jî eynî mîna ku li dijminê xwe binihere, awirên tûj dide wan. [4247 aydogan_res] Bi dizî nên dixwe. [4248 aydogan_res] Ji wan hez nake. [4249 aydogan_res] Li gora Leyla Xanimê, armanceke Binevşê bi tenê hebû. [4250 aydogan_res] Binevşê dixwast Mîtanî ji malê cîhê bike. [4251 aydogan_res] Ji bo vêya jî nexweşiyê li malê derdixe û tifaqê xera dike. [4252 aydogan_res] Êvaran jî fesadiyê ji wî re dike û dike ku mal li ber çavên wî reş bibe. [4253 aydogan_res] Ji lewre, ne ew ji kesî hez dike, ne jî kes hez ji wê dike. [4254 aydogan_res] Herçî Mîtanî bû, li kê guhdarî bikiraya, ji wan bawer dikir. [4255 aydogan_res] Lê dîsa jî ji diya xwe re digot: [directspeech aydogan_res] Hûn neheqiyê li jinikê dikin. [4256 aydogan_res] Heke hûn bixwazin, hûn ê bikarin wê [4257 aydogan_res] baş bikin, lê hûn naxwazin. [4258 aydogan_res] Gava ku diçû cem jina xwe jî ji wê re digot: [directspeech aydogan_res] Tu nizanî xwe bidî hezkirin. [4259 aydogan_res] Tu karê malê nakî. [4260 aydogan_res] Gava tu dikî jî tu mineta xwe dikî. [4261 aydogan_res] Ew ji te mezintir in. [4262 aydogan_res] Diya min û Mehabad çi ji te re bibêjin, tu ê bi ya wan bikî. [4263 aydogan_res] Ger tu weha bikî, şer jî nema di nav we de derdikeve. [4264 aydogan_res] Li ser taştê, bêdeng rûniştibûn. [4265 aydogan_res] Kesî newêrîbû dengê xwe jî bikira. [4266 aydogan_res] Wê gavê, weke ku li tiştekî hay bibe, Leyla Xanimê serê xwe rakir û li dora xwe niherî. [4267 aydogan_res] Ma qey Serdar ne li hindur e? [4268 aydogan_res] Meryemê bi hemû safbûna xwe bersiva wê da. [4269 aydogan_res] Derket derve. [4270 aydogan_res] Çû. [4271 aydogan_res] Herçî Leyla Xanim bû, ji vê bersivê ket gumanê. [4272 aydogan_res] Hebekî fikirî. [4273 aydogan_res] Bi dû re jî got: [directspeech aydogan_res] Ma hê saet çi ye? [4274 aydogan_res] Vê carê Meryemê bersiv neda. [4275 aydogan_res] Li ser sifreyê, bêdengiyeke mezin çêbû. [4276 aydogan_res] Gişan serên xwe bera ber xwe dan. [4277 aydogan_res] Ji Meryemê pê ve, kesî hew devê xwe da nên. [4278 aydogan_res] Mîtanî got qey ji ber şerê wî û jina wî, rewşa malê ji nişka ve hat guhertin. [4279 aydogan_res] Ew jî hêdî hêdî têdigihişt, bê ka şerên wan dibe sedema çi. [4280 aydogan_res] Ket ber fediyê. [4281 aydogan_res] Ruyê wî sor bû. [4282 aydogan_res] Ji lewre, ew jî qet nepeyivî. [4283 aydogan_res] Wê gavê, Leyla Xanim lê hay bû ku malbata wê dike ji hev belav bibe. [4284 aydogan_res] Heta niha, tu carî tiştekî bi vî awayî neanîbû bîra xwe jî. [4285 aydogan_res] Lê îroj, êdî ji vê fikra xwe ditirsiya. [4286 aydogan_res] Ji ber wê, bêhna wê teng bû. [4287 aydogan_res] Tansiyona wê dîsa rabû. [4288 aydogan_res] Hêdîka xwe bi dîwêr girt û laşê xwe yê giranbûyî ji erdê rakir û rabû ser piyan. [4289 aydogan_res] Gava ku rabû ser piyan, serê wê gêj bû, ber çavên wê reş bû. [4290 aydogan_res] Bîstikekê xwe tev nelivand. [4291 aydogan_res] Heta ku nehat ser hişê xwe jî weha ma. [4292 aydogan_res] Bi dû re, bi zorê be jî gavek avêt. [4293 aydogan_res] Bi dengekî lerzokî, got: [directspeech aydogan_res] Hela ez herim, bê Robîn çawa kir. [4294 aydogan_res] Berê xwe da odeka Robîn û derket. [4295 aydogan_res] Resûl Beg serê xwe rakir û di pey wê re niherî. [4296 aydogan_res] Ji meraqeke mezin ku ew bi temamî xistibû bin tesîra xwe û pê ve, tu tişt di çavên wî de xuya nedibû. [4297 aydogan_res] Pariyê nên di destê wî de mabû. [4298 aydogan_res] Pariyê ku dicût, di devê wî de zuha bûbû û mabû. [4299 aydogan_res] Mehabadê di bin çavan re li Mîtanî diniherî. [4300 aydogan_res] Serê Mîtanî hê di ber wî de bû. [4301 aydogan_res] Leyla Xanim li ber deriyê odeka Robîn sekinî. [4302 aydogan_res] Bi qiraxa leçeka serê xwe, çavên xwe paqij kirin. [4303 aydogan_res] Malbata xwe tu carî, di rewşeke weha de nedîtibû. [4304 aydogan_res] Li mala wê, êdî her û her şer û pevçûn hebû. [4305 aydogan_res] Kurê wê û bûka wê li hev nedikir. [4306 aydogan_res] Kesek ji wan jî nikarîbû têketa nav wan. [4307 aydogan_res] Kurê wê yê din hemû pêywendiyên xwe ji herkesî qut kiribûn, bi nexweşiyeke ku kes pê nizane, ketibû. [4308 aydogan_res] Yê biçûk jî niha dabû ser şopa wî. [4309 aydogan_res] Heke rojekê, serê wê jî bi aliyekî biketaya, zarokên wê dê bi tena serê xwe çawa bikarîbûna li hember van kul û derdan tifaqa xwe biparazta û ji hev belav nebûna. [4310 aydogan_res] Ji xwe, Resûl Beg bûbû nîvînsan, hew dikarîbû bi kêrî van tiştan bihataya. [4311 aydogan_res] Ji ber wê, hertişt dîsa diket ser milên wê. [4312 aydogan_res] Divê tiştek bikira ku dîsa tifaqa wan a berê çêbibûya. [4313 aydogan_res] Divê tiştek bikira... [4314 aydogan_res] Piştî taştê, Mîtanî derket. [4315 aydogan_res] Mehabad jî di pey wî re derket. [4316 aydogan_res] Meryemê hinek pere ji bavê xwe stend û berê xwe da dibistanê. [4317 aydogan_res] Ji nav wan, herî hindik ew li ber vê rewşa malê diket. [4318 aydogan_res] Lê dîsa jî digel zarokbûna xwe, bîra hin tiştan dibir. [4319 aydogan_res] Ji hersê birayên xwe jî hez dikir û heta niha dilê wê ji wan nemabû. [4320 aydogan_res] Ji ber ku piçûka malê bû, herkesî ji wê hez dikir û ew li ser destan digirt. [4321 aydogan_res] Çi bixwastaya, ji wê re dihat kirîn. [4322 aydogan_res] Yeka wê, nedibû dudu. [4323 aydogan_res] Delaliya malê bû. [4324 aydogan_res] Carinan, Serdêr hebekî tahde li wê dikir jî wê dilê xwe ji wî nedigirt. [4325 aydogan_res] Bi zora Serdêr fêrî xwendin û nivîsandina kurdî jî bûbû. [4326 aydogan_res] Bi dû re, wê jî ji vî karî hez kiribû. [4327 aydogan_res] Ji ber ku wan bi kurdî dixwend û dinivîsand jî herî zêde ji Robîn û Serdêr hez dikir. [4328 aydogan_res] Herçî Meryemê bû, digel ku heta niha nebûbû dijminê tu kesî, îmana wê jî ji Binevşê diçû. [4329 aydogan_res] Her gava ku Mîtanî li ber herkesî henekek bi Binevşê dikir û dibû tîqe tîqa Binevşê, eynî mîna ku li dijminê xwe binihere, li wê diniherî. [4330 aydogan_res] Dibe ku ev ji ber tesîra Leyla Xanimê be jî. [4331 aydogan_res] Gava Meryem derket, Resûl Beg jî ketibû odeka xwe û dîsa li ber teyba xwe rûniştibû. [4332 aydogan_res] Her ku Leyla Xanimê ew di vî halî de didît, agir bi kezeba wê diket. [4333 aydogan_res] Di malê de, herkes bi derdê xwe biliyabû. [4334 aydogan_res] Gişan bi derdê hevdû dizanîbû jî kesî ji kesî re nedigot. [4335 aydogan_res] Roj dibûn meh, meh dibûn sal, sal diqulipîn… Ev bajarê mezin, ev warê nû, çi qasî tişt dabe wan, ji wê zêdetir jî ji emrên wan dibir. [4336 aydogan_res] Hew hayê Leyla Xanimê ji vêya hebû. [4337 aydogan_res] Ji aliyê aborî ve, tu kêmaniya wan nebû, lê dîsa jî wan li hev nedikir. [4338 aydogan_res] Şer, pevçûn, çavnebarî, dijminahî ketibû nav wan. [4339 aydogan_res] Her gava ku Leyla Xanim weha difikirî, ji xwe re digot: [directspeech aydogan_res] Tifaq. [4340 aydogan_res] Bi dû re jî digot: [directspeech aydogan_res] Gava ku tifaq di mala me de hebûya, em nediketin vî halî. [4341 aydogan_res] Ne ev bajar, deh bajarên mîna wî jî bihatana, dê nikarîbûna zora me bibira. [4342 aydogan_res] Li gora Leyla Xanimê, sedema nebûna tifaqê jî ji hertiştî bêhtir, hatina Binevşê ya vê malê bû. [4343 aydogan_res] Ji xwe, ew ji serî de, ji vê zewacê ne razî bû. [4344 aydogan_res] Ji lewre, her gava ku biraziya wê Gulperiyê dihat bîra wê, ji xwe re digot: [directspeech aydogan_res] Aaax… aax. [4345 aydogan_res] Kesî bi ya min nekir. [4346 aydogan_res] Heke bi ya min bikiraya, ev bela jî nedihat serê me û em weha ji hevdu bi dûr nediketin. [4347 aydogan_res] Gulperî keçikeke xwende bû, zane bû, eşîr bû, karê deh pîrekan dikir. [4348 aydogan_res] Aaax… Bi ya min nekir û ev bela anî serê me… [4349 aydogan_res] 6. [4350 aydogan_res] Bes tu bixwazî… [4351 aydogan_res] Qey carinan evîn jî li hember hin derdan bêkêr dima... [4352 aydogan_res] Robîn kincên xwe li xwe kirin û derket derve. [4353 aydogan_res] Heta ku ew bi dûr ket û wenda bû jî Leyla Xanimê ji balqonê, di pey wî re niherî. [4354 aydogan_res] Lawikê wê mîna yekî ku bi jana zirav ketibe, ji ber wê jî êdî têkîliya xwe ji her tiştî qut kiribe û xwe dabe benda mirinê, dimeşiya. [4355 aydogan_res] Giran, hêdî, serî di ber de, mîna ku beyî hişê xwe bimeşe. [4356 aydogan_res] Ji vî lawê xwe pir hez dikir. [4357 aydogan_res] Ji herdu lawên wê, herî zêde, Robîn dişibiya Seydo. [4358 aydogan_res] Her gava ku li wî diniherî, Seydo dihat bîra wê. [4359 aydogan_res] Ew jî mîna wî bi xwendinê mijûl dibû û bi kurdî dinivîsand. [4360 aydogan_res] Mîna wî tev digeriya. [4361 aydogan_res] Ji ber wê bû ku Leyla Xanimê carinan nikarîbû li ruyê wî bineriya. [4362 aydogan_res] Seydo jî derdê xwe ji kesî re nedigot. [4363 aydogan_res] Carinan, wê ew jî mîna Robîn di quncikan de zevt dikir ku digiriya. [4364 aydogan_res] Çi qasî dipirsî jî nikarîbû peyvek ji devê wî derixistaya. [4365 aydogan_res] Bes ferqeke Seydo hebû; ew ji Robîn bêhtir bi însanan re diket têkîliyê. [4366 aydogan_res] Xwe mîna Robîn, ji herkesî bi dûr nedixist. [4367 aydogan_res] Belkî sedema vêya, jiyana li welêt be jî. [4368 aydogan_res] Ji ber ku Robîn, piştî hatina vî bajarê mezin weha hatibû guhertin. [4369 aydogan_res] Berê ne weha bû. [4370 aydogan_res] Gava ku di civatekê de rûdinişt, herkesî bi wî re suhbet dikir. [4371 aydogan_res] Lê piştî hatina vî bajarî, êdî hew diçû civatan. [4372 aydogan_res] Gava ku diçû jî zêde nedipeyivî û her diponijî. [4373 aydogan_res] Ji civatan aciz dibû, guh nedida wan; mirov digot qey li tiştekî temaşe dike ku tu kes pê nizane, an jî li dinyayeke din dijî. [4374 aydogan_res] Vê rewşê bala herkesê dora wî dikişand. [4375 aydogan_res] Lê dîsa jî awirên wî, kenê wî yê ku niha hatibû jibîrkirin, hurmeta wî ya li hember kesên dora wî, ew bêhtir dişiband Seydo. [4376 aydogan_res] Carinan jî ditirsiya ku qedera Robîn jî bişibe ya Seydo. [4377 aydogan_res] Ji bo ku weha nebe, destên xwe li ber Xwedê vedikirin û her dia dikir. [4378 aydogan_res] Niha, gava ku di pey wî re li meşa wî diniherî jî ji xwe re digot: [directspeech aydogan_res] Ya Rebî! [4379 aydogan_res] Tu çi qasî mezin î! [4380 aydogan_res] Tu tiştinan dixuliqînî, qet naşibin hevdu; tiştinan jî dixuliqînî ku mirov qet nikare wan ji hev derxîne. [4381 aydogan_res] Hişê mirov nagihêje karê te. [4382 aydogan_res] Yek dibe yê din; yê din dibe herdu… [4383 aydogan_res] Robîn da nav berfê û çû. [4384 aydogan_res] Dîsa Xwedê dizane, bê ew ê kengî vegere malê. [4385 aydogan_res] Her gava ku ew ji malê derdiket, Leyla Xanimê digot qey kurê wê hew vedigere malê. [4386 aydogan_res] Ji ber ku Seydo jî eynî mîna wî kiribû. [4387 aydogan_res] Rojekê serê sibehê, ji malê derketibû û hew vegeriyabû malê. [4388 aydogan_res] Ji lewre, her gava ku Robîn dereng bimaya, heta ku bihata malê, destê wê di dilê wê de bû. [4389 aydogan_res] Herçî Robîn bû, baş dizanîbû ku diya wî di pey wî re diniherî. [4390 aydogan_res] Hayê wî ji Resûl Beg jî hebû. [4391 aydogan_res] Carekê, Resûl Beg heta rawestgeha otobusan dabû pey wî. [4392 aydogan_res] Robîn li wî hay bûbû. [4393 aydogan_res] Lê qet nehiştibû ku Resûl Beg bi vêya bihise. [4394 aydogan_res] Ji ber ku dê û bavê wî weha dikir, carinan ew jî ji xwe ditirsiya û her gava ku hin ji serê neqebekê derbiketana, an jî li serê riyekê sekinîbûna, wî digot qey ew ê aniha xwe biavêjin ser wî. [4395 aydogan_res] Ji ber vê yekê, xwe dida benda wan û heta ku ew bi dûr neketana, taya mirinê ew bernedida. [4396 aydogan_res] Hema bi carekê ve dilê wî dikir gupe gup û tu nedima ku bisekine. [4397 aydogan_res] Nizanîbû, bê bi kû de diçû. [4398 aydogan_res] Dinya sar bû ji xwe, ne roja ku mirov derketa derve bû; lê belê ew hema aciz bûbû û derketibû derve. [4399 aydogan_res] Piştî ku hebekî meşiya, berê çû, ket dikanekê. [4400 aydogan_res] Ji dikandêr destûr xwast û rahişt ahîzeyê ku li Gulcanê bigere. [4401 aydogan_res] Ji zû ve hevdu nedîtibû û li wê negeriyabû jî. [4402 aydogan_res] Tew vê yekê, ew bêhtir ji Gulcanê bi dûr xistibû. [4403 aydogan_res] Digot qey ev salek wan e ku wan hevdu nedîtiye. [4404 aydogan_res] Ruyê wê bi zorê anî ber çavên xwe, li wê temaşe kir. [4405 aydogan_res] Wê gavê, fahm kir ku pir bêriya wê kiriye, li ber xwe ket. [4406 aydogan_res] Nûmareya mala wê zivirand û li dengê zingila wê guhdarî kir. [4407 aydogan_res] Piştî ku du caran lê xist, telefon vebû. [4408 aydogan_res] Dengê Gulcanê yê nerm, tiştin di dilê wî de livandin. [4409 aydogan_res] Gulcanê çi qasî digot »elo, kerem bikin« jî wî tu bersiv nedayê. [4410 aydogan_res] Piştî ku Gulcanê jî êdî dev ji peyvê berda û li bêhnstendina kesê hember guhdarî kir, Robîn ahîze danî û telefon girt. [4411 aydogan_res] Bîstikekê weha ma. [4412 aydogan_res] Dikandarê kal bala xwe dabû wî. [4413 aydogan_res] Heta ku Robîn ahîze danî û hat cem wî û perenin ji bêrîka xwe derixistin jî tev neliviya. [4414 aydogan_res] Rewşa Robîn fahm kiribû. [4415 aydogan_res] Gava Robîn pere dirêjî wî kirin, bi destê xwe ew da sekinandin û jê re got: [directspeech aydogan_res] Xem nîne, bila bimîne. [4416 aydogan_res] Robîn pereyên xwe dîsa xistin bêrîka xwe û beyî ku tiştekî bibêje, serê xwe bi mahneya ku bibêje »bila weha be, spas,« hejand û derket. [4417 aydogan_res] Gava derket derve û ba li eniya wî ket, mîna ku hişê wî hebekî hatibe serê wî, sekinî û li dû xwe niherî. [4418 aydogan_res] Dikandarê kal hê li paş camê rawestiyabû û li wî temaşe dikir. [4419 aydogan_res] Tu mahne neda perenewergirtina dikandêr. [4420 aydogan_res] Ji ber ku li vî bajarê mezin, xelkê dikarîbû ji bo çend qurûşan hevdu bikuşta jî. [4421 aydogan_res] Fikirî, lê ji ber ku nexwast serê xwe zêde biêşîne, dev jê berda. [4422 aydogan_res] Bi dû re, dîsa zivirî, destê xwe xist bêrîka xwe û meşiya. [4423 aydogan_res] Di dilê xwe de, hebekî poşman bûbû ku li Gulcanê geriyabû. [4424 aydogan_res] Lêva xwe xwar kir, li ber ket. [4425 aydogan_res] Çima ji wê direviya? [4426 aydogan_res] Digel ku hê ji wê hêz dikir, çima nikarîbû biçûya cem wê? [4427 aydogan_res] Wî jî nizanîbû. [4428 aydogan_res] Qey carinan evîn jî li hember hin derdan bêkêr dima... [4429 aydogan_res] Bi xwe re ketibû mihakemeyekê. [4430 aydogan_res] Lê hay nebû, bê çawa gihîşt rawestgehê. [4431 aydogan_res] Otobusek hat û li ber wî sekinî. [4432 aydogan_res] Deriyê wê yê pêşiyê vebû. [4433 aydogan_res] Robîn siwar bû. [4434 aydogan_res] Heta ku biletek avêt qutîkê, şifêr li wî niherî. [4435 aydogan_res] Bi dû re, dîsa derî girt û otobus ji rawestgehê bi dûr ket. [4436 aydogan_res] Robîn berê, çavên xwe li hindurê otobusê gerandin, bi dû re jî çû li paldankeke dawiyê rûnişt. [4437 aydogan_res] Di otobusê de, ji wî pê ve, zilamekî kal bi tenê hebû. [4438 aydogan_res] Gava robîn bala xwe dayê, digel ku herkesê li vê taxa piçûk rûdine nas dikir jî lê hay bû ku wî ev zilam tu carî li vira nedîtîbû. [4439 aydogan_res] Bala xwe zêde nedayê. [4440 aydogan_res] Dîsa berê xwe da camê û dest bi temaşekirina derve kir. [4441 aydogan_res] Piştî bîstikekê, mîna ku li tiştekî din jî hay bibe, veciniqî. [4442 aydogan_res] Herçî otobus bû, digel ku li her rawestgehê rêwî hebûn jî li tu deveran nedisekinî. [4443 aydogan_res] Gava ku ji nû ve çavên xwe li dora xwe gerandin, ew zilamê kal rabû ser xwe û ber bi wî ve hat. [4444 aydogan_res] Robîn, berê ji vê rewşê tirsiya, lê piştî ku bala xwe da zilêm, tirsa wî piçekî daket. [4445 aydogan_res] Kincên wî yên spîboz dibiriqand. [4446 aydogan_res] Di destê wî yê ku bi qasî bala mirov bikişîne xweşik û paqij de, gopalek hebû. [4447 aydogan_res] Awirên wî yên nerm û ruyê wî yê ku mirov digot qey nûr jê dibariya, hurmeta mirov li hember wî bêtir dikir. [4448 aydogan_res] Rîha wî ji adetê spîtir û dirêjtir û porê wî yê bi qasî riya wî spî û dirêj jî ji paşiyê de hatibû hûnandin. [4449 aydogan_res] Piştî ku Robîn çav li van xusûsiyetan ket, ji berdêla tirsê, hiseke ku ji hezkirin û hurmetê pêkhatî pê re peyda bû. [4450 aydogan_res] Bi temamî dev ji wê tirsê berda û bi çavên heyirî li hatina wî niherî. [4451 aydogan_res] Li gora wî, divê ev ne însanekî wek me bûya. [4452 aydogan_res] Na, ew ne yekî weha bû ku bikare xerabiyê bi însanan bike. [4453 aydogan_res] Lê belê, ev çi ye? [4454 aydogan_res] Çima otobus li rawestgehan nasekine? [4455 aydogan_res] Çima ji wan pê ve, tu kes di vê otobusê de nîne? [4456 aydogan_res] Ew zilam hat û li kêleka Robînê ku şaş mabû, sekinî. [4457 aydogan_res] Çavin wî hebûn ku ji ber xweşikbûna wan, hişê mirov ji serê mirov diçû. [4458 aydogan_res] Zilêm bala xwe da wî û bi dengekî ku mirov digot qey ji dûranê dihat, hêdîka got: [directspeech aydogan_res] Tu dibêjî qey tu nikarî tiştinan biguherînî, ne weha? [4459 aydogan_res] Herçî Zilamê Kal bû, mîna ku bi hertiştê wî dizanibû, pirsîbû. [4460 aydogan_res] Bi pirsa wî û tevgerên wî yên ecêb, çavên Robîn firehtir bûbûn. [4461 aydogan_res] Piştî ku dîsa bala xwe da kincên wî yên ku berî niha bi hezar salî însanan li xwe dikirin, xweziya xwe daqurtand û peyv di hişê xwe anîn ser hev. [4462 aydogan_res] Bi tirs pirsî: [directspeech aydogan_res] Tu jî kabûs î, ne weha? [4463 aydogan_res] Zilamê Kal hêyla xwe da ser gopalê xwe û xwe bi ser wî de xwar kir. [directspeech aydogan_res] Ev ne xewn e, Robîn; ne kabûs e jî. [4464 aydogan_res] Li dora xwe binihere. [4465 aydogan_res] (Destekî xwe rakir û derve nîşan da, di pencereyê re li derve niherî.) Bala xwe bide tiştan. [4466 aydogan_res] Bifikire. [4467 aydogan_res] Jiyan çi qasî xewn be, ez jî ewqasî xewn im. [4468 aydogan_res] Ev çi ye, îcar? [4469 aydogan_res] Ma însan tu carî peyvên weha ecêb dikin. [4470 aydogan_res] Robîn jê bawer nekir. [4471 aydogan_res] Ji xwe, nedişibiya însanan. [4472 aydogan_res] Zilamê Kal xwe hebekî din daqûl kir, li hindurê çavên wî niherî û got: [directspeech aydogan_res] Li hindurê çavên min binihere û bibêje. [4473 aydogan_res] Tu ji min bawer nakî, ez dizanim. [4474 aydogan_res] Vê carê, Robîn bi tirs bi paş de vekişiya. [4475 aydogan_res] Mîna ku ji wî bireve, xwe xist quncikê. [4476 aydogan_res] Tirsiya. [directspeech aydogan_res] Netirse, Robîn. [4477 aydogan_res] Ji min netirse. [4478 aydogan_res] Belê, ez naşibim însanên ku tu herroj wan dibînî. [4479 aydogan_res] Kincên min jî ne mîna kincên wan in. [4480 aydogan_res] Lê ev tişt nabin sedema ku tu ji min bitirsî. [4481 aydogan_res] Robîn eynî mîna ku zilêm gotibû li hindurê çavên wî diniherî û guhdarî dikir. [4482 aydogan_res] Dîsa bala xwe da wî. [4483 aydogan_res] Fikirî. [4484 aydogan_res] Herçî Zilamê Kal bû, mirov digot qey dizanîbû, bê Robîn çi difikirî, xwe dabû benda wî ku bigihişta biryarekê. [4485 aydogan_res] Robîn dîsa mîna berê, xwe bi ser hev de civand, li hindurê çavên wî niherî. [4486 aydogan_res] Zilamê Kal pişta xwe rast kiribû. [4487 aydogan_res] Tu baş fikirî? [4488 aydogan_res] Robîn serê xwe kil kir. [4489 aydogan_res] Zilêm got: [4490 aydogan_res] Îja, de ka bibêje. [4491 aydogan_res] Bersivekê bide min. [4492 aydogan_res] Û pirsa xwe dubare kir: [4493 aydogan_res] Tu dibêjî qey tu nikarî tiştinan biguherînî, ne weha? [4494 aydogan_res] Robîn pêwîst nedît ku tiştekî bibêje. [4495 aydogan_res] Ji xwe, zilêm dikarîbû fikrên wî bixwendana. [4496 aydogan_res] Dîsa jî herdu destên xwe mîna ku neçar mabe, vekirin û got: [4497 aydogan_res] Ez nizanim. [4498 aydogan_res] Zilamê Kal got: [4499 aydogan_res] De îja, bala xwe bide min. [4500 aydogan_res] Robîn têgihişt ku zilam dike ji wî re tiştin ku ew pê nizane, bibêje. [4501 aydogan_res] Bi meraq xwe da benda wî. [directspeech aydogan_res] Tu tişt nîne ku hişê mirov nagihijê. [4502 aydogan_res] Ma tu dibêjî qey ev tişt giş hatine nivîsandin? [4503 aydogan_res] Ma gelo mirov nikare li hember hin pêvajoyan derkeve û wan li gora xwe biguherîne? [4504 aydogan_res] Robîn hebekî fikirî. [4505 aydogan_res] Zilamê Kal giş li ser hevdû pirsîbûn. [4506 aydogan_res] Pirsên wî jî eynî mîna wî ecêb bûn. [4507 aydogan_res] Bi dû re, got: [directspeech aydogan_res] Insan nikare qedera xwe biguherîne. [directspeech aydogan_res] Belê, rast e. [4508 aydogan_res] Lê heke weha be, heke qedera herkesî ji berê de hatibe nivîsandin, însan çima dijîn? [4509 aydogan_res] Çima ji bo ku ew vê dinyê fahm bikin, mîna te hey serê xwe diêşînin? [4510 aydogan_res] Robîn tu bersiv nedayê. [4511 aydogan_res] Zilamê Kal dîsa peyva xwe dewam kir: [directspeech aydogan_res] Em bibêjin, her însan sînorekî wî yê jiyanê heye. [4512 aydogan_res] Di jiyanê de diçe û [4513 aydogan_res] tê, li cihekî disekine, ne weha? [4514 aydogan_res] Robîn serê xwe bi mahneya erê, hejand. [directspeech aydogan_res] Xwedê Teala, hertiştî dide mirov. [4515 aydogan_res] Tiştekî wî ji yê yekî din kêm nagire. [4516 aydogan_res] Dinya tije na’met e. [4517 aydogan_res] Hinek însan ji bo ku xwe bigihijîne wan na’metan û wan bi dest bixe, dikare hertiştî bikin. [4518 aydogan_res] Hinek jî ji ber nebûna van na’metên dinyayê ku Xwedê ew ji bo me şandine, her diponijin û serê xwe diêşînin, tiştekî nakin. [4519 aydogan_res] Hinek jî hema çi bi dest bixe, şikiriya xwe bi Xwedê tîne. [4520 aydogan_res] Robîn di vira de hebekî aciz bû. [4521 aydogan_res] Xwe negirt û got: [directspeech aydogan_res] Ez van tiştan gişan berê dizanim. [4522 aydogan_res] Ez bawer nakim ku tu ji bo van [4523 aydogan_res] gotinan hatibî vira. [4524 aydogan_res] Zilamê Kal bişirî. [directspeech aydogan_res] Eferim, ji te re. [4525 aydogan_res] Te li ser zanebûn û gihiştina xwe ez qane kirim. [4526 aydogan_res] Bes tu tiştekî ji bîr dikî. [4527 aydogan_res] Binihere; min ji te re behsa sê celeb însan kir, lê te [4528 aydogan_res] nepirsî bê çima însan giş mîna hev tev nagerin. [4529 aydogan_res] Bala xwe da Robîn, bê piştî vê gotina wî, çi dike û difikire. [4530 aydogan_res] Bi dû re, dîsa dewam kir: [directspeech aydogan_res] Insan giş mîna hev in. [4531 aydogan_res] Vêya tu carî ji bîr neke. [4532 aydogan_res] Giş mîna hevdu hatine afirandin, lê jiyan hin xususiyetên wan ji wan distîne û dibe. [directspeech aydogan_res] Yê me, tişt bi me nehiştiye! [directspeech aydogan_res] Tu xelet î. [4533 aydogan_res] Jiyanê tiştekî we ji we nestendiye. [4534 aydogan_res] Lê, we jî tiştek bi dest nexistiye. [4535 aydogan_res] Welatê we ber bi bayekî ket, hayê wê kesî jê çênebû. [4536 aydogan_res] Hûn herkê bi deverekê de belav bûn, ketin nav jiyanin biyanî, hatin guhertin. [4537 aydogan_res] Bi dû re hûn li xwe vegeriyan û hatin ser hişê xwe. [4538 aydogan_res] Lê wê gavê, ji wê bedewiya welatê we tiştek nemabû. [4539 aydogan_res] Wê gavê we çi kir? [4540 aydogan_res] Robîn vê carê, serê xwe bera ber xwe da. [directspeech aydogan_res] Ev yek divê nebûya sedema ku hûn dev ji jiyanê berdin. [4541 aydogan_res] Di welatekî [4542 aydogan_res] mîna yê we de, kesên mîna te pir in. [4543 aydogan_res] Ma tu dibêjî qey tu bi tenê weha yî? [4544 aydogan_res] Robîn dîsa tiştek negot. [4545 aydogan_res] Serê wî hê di ber wî de bû. [directspeech aydogan_res] Li xwe bifikire. [4546 aydogan_res] Te qet carekê jî negotiye ku ez ê berê jiyana xwe biguherînim. [4547 aydogan_res] Ji ber ku te tiştekî xwe baş zevt nekiriye jî her bayê ku hatiye, tiştek ji te biriye û çûye. [4548 aydogan_res] Lê, gelo te qet carekê jî gotiye, ez ê tiştên xwe ji nû ve bidim ser hevdu û bimeşim? [4549 aydogan_res] Kela giriyê ket qirika Robîn. [4550 aydogan_res] Mirov digot qey zilam di hindurê wî de bû. [4551 aydogan_res] Bi hertiştên wî dizanîbû. [4552 aydogan_res] Lê ya ecêb ew bû ku zilêm hesab ji wî dipirsî. [4553 aydogan_res] Serê xwe hêdîka rakir, li çavên wî yên gir ên mîna okyanûsan niherî û got: [4554 aydogan_res] Tu kî yî? [4555 aydogan_res] Zilamê Kal dîsa bala xwe da ruyê Robîn. [4556 aydogan_res] Bîstikekê sekinî, bi dû re got: [4557 aydogan_res] Tu çi navî li min bikî, ez ew im. [4558 aydogan_res] Herçî Robîn bû, ji xwe têgihiştibû ku esrarengiziyeke vî zilamî heye. [4559 aydogan_res] Bi vê bersiva wî ya ku dişibiya peyvên kesên ku di romanan de dibin leheng, êdî baş bawer kir ku ev zilam ne rastî ye. [4560 aydogan_res] Dîsa di xewnekê de ye. [4561 aydogan_res] Lê heta niha, tu xewnên wî an jî kabûsên wî belasebeb nehatibûn pêşiya wî. [4562 aydogan_res] Di pey her yekê re, bivê nevê tiştek derdiket. [4563 aydogan_res] Divê sedemeke vî zilamê kal jî hebûya. [4564 aydogan_res] Lê… çi? [directspeech aydogan_res] Tu çima serê xwe bi min re diêşînî? [4565 aydogan_res] Zilêm herdu destên xwe li ser gopalê xwe dane ser hev û çendekî li wan niherî. [4566 aydogan_res] Bi dû re, dîsa serê xwe rakir, hilma xwe stend û bi wî dengê xwe yê ku mirov digot qey ji bêdengiyeke mezin tê û ji lewre hişê mirov ji serê mirov dibir, got: [directspeech aydogan_res] Gava kesên mîna te di nav hin tiştan de vegevizîn û asê bûn, yekî mîna min tê û riyekê bi ber wan dixe. [4567 aydogan_res] Min gelek rê bi ber te xistin, lê te ne-da ser wan. [4568 aydogan_res] Ka bifikire. [4569 aydogan_res] Ew tiştên ku te digot »ecêb e, çawa ev tişt li gora dilê min çêbûn,« û te digot qey şens bû, giş min pêk dianîn. [4570 aydogan_res] Bi dû re, hemû tiştên ku min ji te re şandin, te pişta xwe da wan. [4571 aydogan_res] Êdî, ez jî mecbûr mam ku bi xwe werim û rê bi ber te bixim. [4572 aydogan_res] Robîn bêhtir ecêbmayî mabû. [4573 aydogan_res] Çawa yekî ku heta niha ew nedîtîbe, tê û rê bi ber wî dixe. [4574 aydogan_res] Hebekî hêrs bû. [4575 aydogan_res] Bi dû re, kenê wî bi vê xewnê hat. [4576 aydogan_res] Serê xwe kil kir û di ber xwe de keniya. [4577 aydogan_res] Mîna ku henekên xwe bi zilêm bike, got: [directspeech aydogan_res] Ka te tu rê bi ber min nexistin. [4578 aydogan_res] Zilêm dizanîbû ku Robîn henekên xwe bi wî dike, lê mîna ku hayê wî jê tune bû, tev digeriya. [directspeech aydogan_res] Ji xwe, ez li benda vê bersivê bûm. [4579 aydogan_res] Bi dû re jî lê zêde kir: [directspeech aydogan_res] Bila tu vêya baş bizanibî, ez nikarim riyan bi ber te bixim. [4580 aydogan_res] Ji ber ku tu bi xwe dikarî riya xwe hilbijêrî. [4581 aydogan_res] Ez vêya baş dizanim. [4582 aydogan_res] Heke tu bixwazî, tu bi xwe dikarî di jiyana xwe de hin tiştên ku te berê digot; »ez qet nikarim vana biguherînim,« ji kokê de biguherî. [4583 aydogan_res] Bes tu bixwazî! [4584 aydogan_res] Wê gavê, tu ê di her tiştî de, bi ser bikevî. [4585 aydogan_res] Gava ku Zilamê Kal ev tişt digotin, Robîn berê xwe dabû camê û li derve niherî. [4586 aydogan_res] Bala xwe baş da derve, lê hay bû ku hê li wî cihî bû ku li otobusê siwar bûbû. [4587 aydogan_res] Veciniqî û bi lez li Zilamê Kal zivirî. [4588 aydogan_res] Lê, di otobusê de, ji wî pê ve kes tune bû. [4589 aydogan_res] Wê gavê, otobus sekinî. [4590 aydogan_res] Deriyê wê yê dawiyê vebû. [4591 aydogan_res] Robîn bala xwe da şifêr. [4592 aydogan_res] Şifêrê otobusê jî tune bû. [4593 aydogan_res] Heke weha be, ev otobus çawa hatibû heta vê derê? [4594 aydogan_res] Ma qey derî bi xweber vebûbû? [4595 aydogan_res] Fikirî. [4596 aydogan_res] Heke xewna wî xelas bûbe, çima hê di vê otobusa ecêb de bû? [4597 aydogan_res] Zilamê Kal bi kû de çûbû? [4598 aydogan_res] Ma gelo bi rastî jî ew tiştên ku wî digot; »tesaduf e«, bi xêra vî zilamî dihatin pê? [4599 aydogan_res] Ne xwe, hemû tiştên wî di destê vî zilamî de bûn. [4600 aydogan_res] Ji ber ku jiyan bi xwe tesaduf bû. [4601 aydogan_res] Ma qet dibe ku jiyana wî di destê vî zilamî de be? [4602 aydogan_res] Rabû, weke ku nû ji xewê şiyar bûbe, li dora xwe niherî û ji otobusê daket. [4603 aydogan_res] Piştî ku ew daket, deriyê otobusê dîsa hat girtin. [4604 aydogan_res] Gava ku Robîn ji nû ve bala xwe da hundurê otobusê, dît ku Zilamê Kal li paş camê ye, li wî dinihere û dibişire. [4605 aydogan_res] Xwast ku dîsa biçe û têkeve hindurê otobusê. [4606 aydogan_res] Çer ku gava xwe avêt, Zilamê Kal bişirî û bi destê xwe işaretî wî kir, da ku di cihê xwe de raweste. [4607 aydogan_res] Wê gavê, Robîn rawestiya û mîna ku li ber bigere, li wî niherî. [4608 aydogan_res] Zilamê Kal destê xwe ji wî re kil kir. [4609 aydogan_res] Mijekê hêdî hêdî xwe bera ser riyê da. [4610 aydogan_res] Otobus wenda bû û çû… [4611 aydogan_res] Robîn ji sermayê ricifî û veciniqî. [4612 aydogan_res] Dinya sar bû. [4613 aydogan_res] Lingên wî cemidîbûn. [4614 aydogan_res] Serê tiliyên wî ji niha ve qeşa girtibû. [4615 aydogan_res] Hema, xwe da kêleka riyê û li benda mekîneyekê sekinî. [4616 aydogan_res] Otobusek ji wê de xuya bû. [4617 aydogan_res] Robîn heta ku otobus gihîşt cem wî, nivîsa li ser wê xwend û xwe da bendê. [4618 aydogan_res] Otobus hat û li ber wî sekinî. [4619 aydogan_res] Robîn siwar bû û çû li dawiyê rûnişt. [4620 aydogan_res] Dîsa serê xwe spart camê û li derve temaşe kir. [4621 aydogan_res] Gava ku otobus di ber rawestgeha nezîkî mala Gulcanê re derbas bû, Robîn çavên xwe li kuçan gerandin. [4622 aydogan_res] Û gava ku otobus bi dûr ket jî serê wî hêdîka ket ber wî. [4623 aydogan_res] Çavên wî şil bûn. [4624 aydogan_res] Heta ku ji otobusê daket, ruyê Gulcanê ji ber çavên wî neçû. [4625 aydogan_res] Di nav re jî niherîna Nûşînê ya dawiyê, carê dihat ber çavên wî. [4626 aydogan_res] Zilamê kal jî hey dihat û di guhên wî de, bi wî dengê xwe yê ku hişê mirov ji serê mirov dibe, digot: [directspeech aydogan_res] Çavên xwe veke, bala xwe bide dora xwe. [4627 aydogan_res] Heke tu bixwazî, tu ê bi ser bikevî. [4628 aydogan_res] Otobus dimeşiya. [4629 aydogan_res] Ruyê Gulcanê bi dûr diket. [4630 aydogan_res] Gulcanê di pey otobusê re digiriya. [4631 aydogan_res] Nûşînê dimeşiya, bi dû re li xwe dizivirî û destê xwe dirêjî wî dikir. [4632 aydogan_res] Dibişirî. [4633 aydogan_res] Wêneyê Diyarbekirê li ber çavên wî dinepixî û mezin dibû… Bircên xerabe bangî wî dikir. [4634 aydogan_res] Seydo ji wira li wî diniherî… Hevalên wî yên din. [4635 aydogan_res] Hemdîn. [4636 aydogan_res] Şêxo. [4637 aydogan_res] Selman. [4638 aydogan_res] Elî. [4639 aydogan_res] Hesret… Kîn… Hêrs… Zilamê Kal hey xwe bi ser wî de daqûl kiribû û di guhê wî de dixwend: [directspeech aydogan_res] Binihere, Robîn... Binihere... Hingî tu ê bi ser bikevî. [4640 aydogan_res] Otobus dimeşiya. [4641 aydogan_res] Robîn hêdîka serê xwe rakir. [4642 aydogan_res] Pişta xwe baş spart paldankê. [4643 aydogan_res] Çavên xwe girtin û ma. [4644 aydogan_res] Bêhna wî hatibû ber. [4645 aydogan_res] Heyecanek ketibû dilê wî. [4646 aydogan_res] Agirek hêdî hêdî mezin dibû û di hindurê wî de belav dibû… [4647 aydogan_res] Got, her bajarek şeytanekî wî heye; lê bi tenê, yê vî bajarî tune ye. [4648 aydogan_res] Wî ev peyv di zarokatiya xwe de, ji parsekekî kal bihîstibû. [4649 aydogan_res] Li gora efsaneyê, rojekê şeytanek li serê vî bajarî jî dibe bela û ji nişka ve di nava du malbatên mezin de, bi tevlêbûna gelê bajêr jî şerekî mezin dest pê dike. [4650 aydogan_res] Vî bajarê ku li der û dora wî gelek ewliya jiyabûn û heta wê rojê bi wê xusûsiyeta xwe ve wek bajarekî pîroz hatibû naskirin, piştî ku Şeytên li wira dest bi lîstikên xwe kiribû, bûbû bajarê şer û talanê. [4651 aydogan_res] Kesên ku xwe li dora du malbatan girtibû, hevdu li kû bidîtaya efû nedikir; êrîşî malên hevdu dikir û talan dikirin. [4652 aydogan_res] Gelê bajêr ji ber vê rewşê bêzar bûbû. [4653 aydogan_res] Kesî nizanîbû bê ji bo çi şer jî dikir. [4654 aydogan_res] Heta ku dilê ewliyayekî mezin bi gelê bajêr dişewite û radibe bi Şeytên re şer dike, ev rewş her weha dewam dike. [4655 aydogan_res] Li gelek deveran dihat gotin, ku ew ewliyayê mezin hesinkerek bû. [4656 aydogan_res] Ji ber vê yekê, di encama şerekî mezin de zora Şeytên dibe; wî dixe hundirê hesinekî, li ser deriyekî kelehê bi zincîran ve girê dide û bajêr ji wî şerê ku kesî nizanîbû bê sebeba wî çi bû, xelas dike. [4657 aydogan_res] Wî hesinê ku li ser deriyê keleha hundir hatiye zincîrkirin, rojekê tê dizîn û nema tê dîtin. [4658 aydogan_res] Li şûna hesinê ku heta roja ku hate dizîn jî her kesê di deriyê kelehê re derbas dibû tû dikirê û digot »lahnet li çavên Şeytên bê,« niha bi tenê zincîrên wî mabûn. [4659 aydogan_res] Dihat gotin ku kesê ew hesin dizîbû, dixwast bi xêra wî hesinî bibe xwediyê hêzên şeytanî û herkesî têxe bin emrê xwe. [4660 aydogan_res] Lê, ji dêleva ku Şeytan têkeve bin emrê wî, ew bûbû hêsîrê Şeytên. [4661 aydogan_res] Rojekê dîn dibe û hesin li ser dilê xwe cit dike. [4662 aydogan_res] Piştî ku hesin bi xwîna zilêm dihele, Şeytan jî xwe ji hundirê wî xelas dike û ji ber tirsa xwe ya ji zincîrên li ser deriyê keleha Diyarbekirê, nema vedigere bajêr. [4663 aydogan_res] Lê dîsa dihat gotin ku gava Şeytên li derveyî bajêr li dû xwe niheriye, ji hêrsan agir bi çavên wî ketiye û hema li wê derê, li ber wê kelehê, li ser heyfa xwe sûnd xwariye û gotiye: [directspeech aydogan_res] Ez ê rojekê dîsa vegerim... [4664 aydogan_res] Li gora ku Robîn bihîstibû, zilamê ku Keleha Diyarbekirê ava kiribû, ew zilam bû ku bi birayê xwe re ava jiyanê vexwaribû û bi vî awayî gihaştibû mertebeya nemirtiyê. [4665 aydogan_res] Kilsa kelehê jî bi spîka hêkan li hev xistibû. [4666 aydogan_res] Herçar deriyên wê ji dêreke Dêrsimê anîbûn û lê xistibûn. [4667 aydogan_res] Li gora efsaneyê, ev zilam hê sax bû, carê radibû û dipirsî; bê hela Keleha Diyarbekirê hilweşiyaye, an na. [4668 aydogan_res] Ji ber ku hilweşîna vê kelehê, wek alameta roja qiyametê dihat qebûlkirin. [4669 aydogan_res] Herçî mîmarê kelehê ye, piştî ku dipirse û bersiva xwe distîne, dîsa diçe û radikeve. [4670 aydogan_res] Li gora Robîn, di bin her kevirekî vî bajarî de, efsaneyeke jibîrbûyî hebû. [4671 aydogan_res] Tev li wan hemû efsaneyan jî zarokatiya wî ku êdî bi zorê dihat bîra wî. [4672 aydogan_res] Di her kuçeyekê de, ruyê hezkiriyeke wî hebû. [4673 aydogan_res] Li kîjan aliyî biniheriya, berê xwe bida kîjan aliyî, wî ê di wira de, bîranîneke xwe bidîtaya. [4674 aydogan_res] Hemû kuçe û kolanên vî bajarî, mîna ku wî ew çêkiribin, yek bi yek nas dikir. [4675 aydogan_res] Tu qula ku neketibûyê, nehiştibû. [4676 aydogan_res] Ew û havalên xwe, Şêxo, Selman, Hemdîn û Elî, çi gava ku aciz dibûn hema diçûn ser bircan û carinan, ji ber ku pir digeriyan serê wan diket belayê jî. [4677 aydogan_res] Rojekê, bi dizî ketibûn xaneke mezin û dîrokî ku di destê belediyeyê de bû û deriyê wê her girtî bû. [4678 aydogan_res] Bêhna wê ya ku bi sedan salan nehatibû guhertin û bêdengiya wê ya ku xof bera dilê mirov dida, ew kişandibûn hundirê xwe. [4679 aydogan_res] Gava li xwe hay bûbûn, riya xwe wenda kiribûn. [4680 aydogan_res] Wan jî êdî nizanîbû bê çawa riya xwe wenda kiribû. [4681 aydogan_res] Xwe ji tirsa, hişk bi hevdu girtibû û di kuçeyên tarî re derbas bûbûn. [4682 aydogan_res] Gava ku ji xwe re li rêyekê digeriyan ku derkevin derve, bi xêra pisîkekê, lê hay bûbûn ku di binê vê xanê de, derbendên veşartî hene. [4683 aydogan_res] Piştî ku dîsa bi xêra wê pisîkê riya xwe dîtibû û derketibûn, ji zilamekî nodsalî hîn bûbûn ku ji bilî wan derbendan hê gelek derbendên din jî hene. [4684 aydogan_res] Zilêm ji wan re gotibû ku di binê vî bajarî de, duwanzdeh heb derbend hene; belkî hinên din jî hebin, lê hayê kesî ji wan nîne. [4685 aydogan_res] Ew jî ji kalikê xwe hîn bûbû û niha jî ji wan re digot. [4686 aydogan_res] Wî zilamê kal ku dê piştî wê bi salekê bimiraya, ji wan re gotibû ku heke mirov bizanibe bê serê derbendê li kî derê ye û heta kî derê diçe, mirov dikare bi xêra wan gelek tiştan bike. [4687 aydogan_res] Lê çi fêyde, ku tu kesî bi vêya nizanîbû. [4688 aydogan_res] Gelek kesên ku li pey vê pirsê, xwe bera nav derbendan dabû jî hew vegeriyabûn. [4689 aydogan_res] Kes newêrîbû bi dû wan de biçûya û meytên wan jî bianîna. [4690 aydogan_res] Lê însanan ev derbend her meraq kirin û di nav xwe de, li ser van derbendan gelek tişt jî gotin. [4691 aydogan_res] Ev hemû tişt niha mîna xeyalekê dihatin ber çavên wî. [4692 aydogan_res] Piştî ewqas salan, ewqas derdan, ewqas kerban, dîsa vegere! [4693 aydogan_res] Li her tiştî. [4694 aydogan_res] Vegera welatê bav û kalan. [4695 aydogan_res] Warê dengbêjan… [4696 aydogan_res] »û keder li pişta hespê mirov siwar dibe û tê...«, Horatius [4697 aydogan_res] Li balafirgehê ruyekî nas jî tune bû. [4698 aydogan_res] Gava ku ket hundirê hêwana mezin, bi heyecana dîtina hin kesên nas, dilê wî dikir gupe gup. [4699 aydogan_res] Çavên xwe bê serî digerandin. [4700 aydogan_res] Lê dû re, hat bîra wî ku xeber nedabû tu kesî, sekinî. [4701 aydogan_res] Xwe da aliyekî û bala xwe bîstikekê da kesên ku hevdu himbêz dikir. [4702 aydogan_res] Gelo çend kes ji van mirovên ku bi wî re hatibûn, bi qasî wî ji vî bajarî bi dûr mabûn? [4703 aydogan_res] Çend kesan bi qasî wî bêriya vî bajarî kiribû? [4704 aydogan_res] Di nav ewqas însanên nenas de, li ruyekî nas geriya. [4705 aydogan_res] Dijmin be jî! [4706 aydogan_res] Bes ruyekî nas ku Robînê piçûk bîne bîra wî, Robînê xort. [4707 aydogan_res] Kesên ku dihatin bîra wî, heval, meriv, yar, giş hatin û yek bi yek ew himbêz kir û dîsa wenda bûn. [4708 aydogan_res] Robîn li dora xwe niherî, wêne li ber çavên wî sarbûn û man. [4709 aydogan_res] Xemgîn bû û serê xwe bera ber xwe da. [4710 aydogan_res] Wî digot qey herkes li wî dinere. [4711 aydogan_res] Mîna ku qebeheteke mezin kiribe, berê xwe bi awayekî dilşikestî guhert û meşiya. [4712 aydogan_res] Di pey wî re, kî têketaya hêwanê, hema hinek radibûn û bi kêf dihatin pêşiyê. [4713 aydogan_res] Her ku yek diket hêwanê, pîrekên ku dişibiyan diya wî, keçikên ku dişibiyan Nûşînê, bi heyecan radibûn ser lingan û ber bi wî ve direviyan. [4714 aydogan_res] Yê wî, kesekî ku bihataya pêşiya wî û ew himbêz bikiraya, tune bû… [4715 aydogan_res] Li derve, li ber teqsiyekê sekinî. [4716 aydogan_res] Serê xwe ranekir û li dora xwe neniherî. [4717 aydogan_res] Ezmanê şîn nedît. [4718 aydogan_res] Zilamekî simbêlboq baz da û hat li ber wî sekinî. [4719 aydogan_res] Bi tirkiyeke xerabe pirsî. [directspeech aydogan_res] Kerem bike, keko! [4720 aydogan_res] Robîn derî vekir û li dawiyê rûnişt. [4721 aydogan_res] Şifêrê teqsiyê berî ku biajo, li dû xwe zivirî û bala xwe da wî. [4722 aydogan_res] Weke ku li xortaniya xwe binere, çavên xwe bi melûlî li ruyê wî gerandin. [4723 aydogan_res] Li rewşa wî hay bûbû, bes tu mahne nedidayê. [4724 aydogan_res] Tiştek ji wî nepirsî. [4725 aydogan_res] Berê xwe dîsa zivirand û mekîne şixuland. [4726 aydogan_res] Serê Robîn di ber de bû. [4727 aydogan_res] Heta ku mekîne ji balafirgehê bi dûr ket jî serê xwe ranekir. [4728 aydogan_res] Dû re, Robîn di ber xwe de tiştin gotin, lê şifêr jê fahm nekir. [4729 aydogan_res] Şifêrê simbêlboq, di mirêka pêşiya xwe re li wî niherî. [4730 aydogan_res] Robîn gotina xwe hêdîka careke din jî dubare kir. [4731 aydogan_res] Çavên şifêr ji nişka ve fireh bûn. [4732 aydogan_res] Carekê jî serê xwe ranekir. [4733 aydogan_res] Mekîne di nav çend taxên din re jî derbas bû û ji ser riyekê dageriya nava bajêr. [4734 aydogan_res] Her ku diçû dengê der û dorê zêdetir dihat. [4735 aydogan_res] Piştî demekê, bêhna fêkiyan hatê. [4736 aydogan_res] Bêhna mastê tirş. [4737 aydogan_res] Dengê zarok marokan… Kesên ku tiştin bi hev re bazar dikirin. [4738 aydogan_res] Deng giş tev li hev dibûn. [4739 aydogan_res] Şifêr carê di mirêkê re bi çavên bimeraq li wî diniherî. [4740 aydogan_res] Serê Robîn hê di ber wî de bû. [4741 aydogan_res] Piştî bîstikekê, êdî ew dengên ku tev li hev dibûn li dûranê mabûn. [4742 aydogan_res] Wê gavê, Robîn carekê bi tenê serê xwe rakir û li dora xwe niherî. [4743 aydogan_res] Mîna ku tiştin hatibin bîra wî, bi çavên bikerb li derve niherî. [4744 aydogan_res] Ruyê wî tevizî, kelogirî bû û serê wî dîsa ket ber wî. [4745 aydogan_res] Vê yekê bala şifêr jî kişandibû. [4746 aydogan_res] Mekîne hat û li ber goristaneke mezin sekinî. [4747 aydogan_res] Şifêr dîsa di mirêka xwe re li wî niherî. [4748 aydogan_res] Lê, ji wî re tu tişt negot. [4749 aydogan_res] Dû re, li xwe zivirî û dîsa bi tirkiya xwe ya xerabe, hêdika pirsî: [directspeech aydogan_res] Ez li benda te bimînim keko? [4750 aydogan_res] Robîn bi pişta destê xwe, çavên xwe paqij kirin. [4751 aydogan_res] Dû re, rahişt berçavka xwe ya ku danîbû kêleka xwe û bi tevgereke giran derî vekir. [4752 aydogan_res] Daket. [4753 aydogan_res] Berê, li ezmên niherî. [4754 aydogan_res] Keserek kişand û meşiya. [4755 aydogan_res] Ewrên reş hêdî hêdî ezman dinixumand. [4756 aydogan_res] Şînahiya ezmên a bîstika din, cihê xwe ji ewrên mahdtirş re hiştibû. [4757 aydogan_res] Ewr giş li hevdu diciviyan û ji bo dinyayê ji xafil de bigirin, plan çêdikirin. [4758 aydogan_res] Hêdîka ber bi goristanê ve meşiya. [4759 aydogan_res] Sê-çar zarokên ku ji cerga mekîne sekinibû xwe dabû bende, rabûn û da pey wî. [4760 aydogan_res] Serê Robîn di ber de, di ber çend goran re derbas bû. [4761 aydogan_res] Beyî ku hayê wî jê hebe, navên li ser wan yek bi yek dixwend û dimeşiya. [4762 aydogan_res] Ji nişka ve, çav li navê li ser gorekê ket û sekinî. [4763 aydogan_res] Mîna ku kêrek li pişta wî bikeve, dilê wî êşiya û çavên xwe girtin. [4764 aydogan_res] Hêdîka vegeriya û hat ber. [4765 aydogan_res] Navê ku bi boyaxa sor li ser kevirekî hatibû nivîsandin, dîsa xwend. [4766 aydogan_res] Hew mabû ku ji hêrsan bêhna wî biçikiya. [4767 aydogan_res] Ziq li axa ser gorê diniherî. [4768 aydogan_res] Mîna ku tiştekî di wê axê de bibîne... Lêvên wî ji ber xwe ve liviyan, ricifîn. [4769 aydogan_res] Bi dû re çavên xwe hêdîka girtin û vekirin. [4770 aydogan_res] Du niqut hêsir, hêdîka di ser hinarikên wî re herikîn. [4771 aydogan_res] Bêvila xwe kişand, bi zorê rabû ser xwe û meşiya. [4772 aydogan_res] Şifêr jî ji mekînê daketibû, pişta xwe spartibû pêşiya wê û çixareya xwe dikişand. [4773 aydogan_res] Bala wî li Robîn bû. [4774 aydogan_res] Carê jî çavên xwe bera jêrê didan û bi tiliyên xwe yên dirêj, bi simbêlê xwe yê reş dilîst. [4775 aydogan_res] Gava Robîn gihişt ser gora Seydo, hêsirên wî xurttir bariyan. [4776 aydogan_res] Zarokên ku bi hêviya şekir, an jî pereyan bi dorê ketibûn jî piştî ku çav li vê rewşa wî ketin, vegeriyan û çûn li ber deriyê goristanê, li hember şifêr rûniştin. [4777 aydogan_res] Carê li wî û carê jî li Robînê ku li ber serê gorê rûniştibû diniherî. [4778 aydogan_res] Şifêr destê xwe xist bêrîka xwe û bangî wan kir. [4779 aydogan_res] Zarok bi lez rabûn, hatin û pereyên ku şifêr di destê xwe de dirêjî wan kiribûn girtin û bi kêf ji wira bi dûr ketin. [4780 aydogan_res] Herçî şifêr bû, mîna ku ew wan kesên di wan goran de radizên nas dike, yek bi yek çavên xwe li ser wan digerandin û keser dikişand. [4781 aydogan_res] Dû re, çixareya xwe avêt û bi lingê xwe eciqand û vemirand. [4782 aydogan_res] Dîsa li Robîn niherî. [4783 aydogan_res] Çû di mekîneya xwe de rûnişt, derî girt û kaseteke kurmancî danî ser. [4784 aydogan_res] Ewrên reş, weke ku mirov perdeyê bikişîne ber pencereyê, xwe li ezmên digirt. [4785 aydogan_res] Digel ku hê roj neçûbû ava jî di ezmên de piça ronahiyê nemabû. [4786 aydogan_res] Ji nişka ve, şirqîniyeke mezin hat bihîstin û çirûskek li ezmên pêket û dîsa wenda bû. [4787 aydogan_res] Eyn mîna ku têleke elektrîkê ketibe xwarê, agir jê çû. [4788 aydogan_res] Piştî çend deqîqeyan, êdî şirqînî û gurmîniya ku ji ezmên dihat bêhtir bûbû û ronahiya ku bi carekê şewqa xwe dida der û bi şûn de vedikişiya bêhtir di-hat dîtin. [4789 aydogan_res] Asoxî, ewran bi a xwe kir û ji nişka ve, bi xezebekê, berê berhema xwe da dinyayê. [4790 aydogan_res] Baranê berê bi çipik çipik dest pê kir û dû re, mîna ku dixwaze cama teqsiyê qul bike, xurt bariya. [4791 aydogan_res] Şifêrê ku di xew re çûbû, hema çer ku li xwe hay bû û çavên xwe vekirin, bi lez derî vekir, daket û li aliyê Robîn niherî. [4792 aydogan_res] Robîn hê jî mîna berê li goristanê bû û xwe bi ser gorê de avêtibû. [4793 aydogan_res] Heta ku şifêr li wî hay bûbû û xwe di bin wê baranê de bi zorê gihandibû ba wî, canê wî tev şil bûbû. [4794 aydogan_res] Şifêr serê wî rakir û ruyê wî yê ku tev bûbû herî, bi destê xwe paqij kir. [4795 aydogan_res] Berçavka wî derixist û xist bêrîka çakêtê xwe. [4796 aydogan_res] Tu deng ji Robîn nedihat. [4797 aydogan_res] Ne li ser hişê xwe bû. [4798 aydogan_res] Çavên wî werimîbûn. [4799 aydogan_res] Di her destekî wî yê ku hişk jidandibû de, kulmek ax hebû. [4800 aydogan_res] Mêrik kir û nekir, Robîn nehat ser hişê xwe. [4801 aydogan_res] Hema ew rakir û xist himbêza xwe. [4802 aydogan_res] Hew mabû ku ber bi teqsiyê ve bireve, weke ku tiştek hatibe bîra wî, sekinî. [4803 aydogan_res] Li lawikê himbêza xwe niherî. [4804 aydogan_res] Ruyê wî yê bi baranê hatibû şuştin, spîboz bû û dibiriqand. [4805 aydogan_res] Porê wî tev şil bûbû. [4806 aydogan_res] Berçavka wî ya bêçarçove anî bîra xwe. [4807 aydogan_res] Li kincên wî yên nû û xweşik niherî. [4808 aydogan_res] Ev lawik kî bû? [4809 aydogan_res] Qet nedişibiya Diyarbekiriyan. [4810 aydogan_res] Baran bi hêztir dibariya. [4811 aydogan_res] Herdu jî şil û pil bûbûn. [4812 aydogan_res] Erda goristanê giş bûbû herî. [4813 aydogan_res] Bi lez vegeriya cem wê gora ku Robîn li ser digiriya. [4814 aydogan_res] Hey pirsek di serê xwe de dubare dikir û bi heyecaneke mezin li bersiva wê difikirî. [4815 aydogan_res] Ev lawik kî bû? [4816 aydogan_res] Ji bilî vê pirsê, tu tiştekî din nedihat bîrê. [4817 aydogan_res] Dilê wî bi lêwik şewitî. [4818 aydogan_res] Gava ku xwe daqûl kir û navê li ser mermera gorê xwend, bi carekê ve veciniqî. [4819 aydogan_res] Dîsa xwend. [4820 aydogan_res] Dîsa xwend. [4821 aydogan_res] Dîsa vegeriya ser lêwik. [4822 aydogan_res] Çi têkîliya vî lawikê himbêza wî û vê gorê hebû? [4823 aydogan_res] Ma ev lawik kî bû? [4824 aydogan_res] Çi karê wî li ser vê gorê hebû? [4825 aydogan_res] Hemû pirsên bi vî rengî, dibûn gulok û di serê wî de diçûn û dihatin. [4826 aydogan_res] Piştî ku kulîlkeke sor jî li ser axê dît, êdî bi temamî meraq kiribû. [4827 aydogan_res] Ev esrarengîziya vî lawikî, bi meraqeke mezin re, şewatek xist dilê wî ku wî jî nizanîbû bê sebeba wê çi bû. [4828 aydogan_res] Hema di nav wê heriyê de, bi lez xwe gihand cem teqsiya xwe û deriyê dawiyê vekir. [4829 aydogan_res] Robîn li ser paldankê dirêj kir û derî dîsa girt. [4830 aydogan_res] Ev lawik kî bû? [4831 aydogan_res] Deriyê pêşiyê bi lez vekir û ket hundir. [4832 aydogan_res] Heta ku bêhna wî hebekî hat ber, sekinî. [4833 aydogan_res] Canê wî şil bûbû. [4834 aydogan_res] Dilopên baranê, ji nav porê wî diherikîn ser ruyê wî û ji wira jî xwe bera nav canê wî didan. [4835 aydogan_res] Bi lez çakêtê xwe ji xwe kir û destmalek ji ber paldanka xwe derixist, ruyê xwe û porê xwe zuha kirin. [4836 aydogan_res] Rahişt rojnameya kêleka xwe û li ser paldanka din raxist. [4837 aydogan_res] Qondera xwe ya bi herî ji lingê xwe kir û danî ser. [4838 aydogan_res] Di ber re jî nivîseke mezin ya li ser rojnameyê xwend: [4839 aydogan_res] »Di şerê ku şeva çû li Colemergê çêbû de, çar mirî, deh birîndar hene. [4840 aydogan_res] Şer hê jî dom dike.« [4841 aydogan_res] Şifêr diranên xwe hişk şidandin û serê xwe bi kerb hejand. [4842 aydogan_res] Bi dû re kesereke kûr kişand ku axîneke jidil ji sînga wî ber bi jorê ve derket derve. [4843 aydogan_res] Bi hêrs pê li debriyajê kir û destê xwe li fitêzê xist. [4844 aydogan_res] Mekine bi rê ket. [4845 aydogan_res] Ji nav heriyê derket ser riya asfalt. [4846 aydogan_res] Baran hê jî dibariya. [4847 aydogan_res] Şifêr êdî bi dijwarî ber xwe didît. [4848 aydogan_res] Paspasên cama teqsiyê, bi lez diçûn û dihatin. [4849 aydogan_res] Mêrikê ku ji ber nûçeya rojnameyê hêrs bûbû û di ber re jî ev lawikê biyanî ku di mekîneya wî de bêhiş veketibû meraq dikir, carê di mirêkê re li Robînê ku li ser paldanka dawiyê dirêjkirî bû, diniherî. [4850 aydogan_res] Ev lawik kî ye? [4851 aydogan_res] Robîn beyî ku deng jê derkeve veketibû. [4852 aydogan_res] Çongên wî heta nava wî kişiyabûn. [4853 aydogan_res] Mijangên wî hê şil bûn. [4854 aydogan_res] Tev nediliviya. [4855 aydogan_res] Piştî bîstikekê, mêrik leza mekîneya xwe kêm kir û xwe hêdîka da kêleka riyê. [4856 aydogan_res] Dîsa di mirêkê re li wî niherî. [4857 aydogan_res] Serê xwe bera ber xwe da û ponijî. [4858 aydogan_res] Nizanîbû bê dê çawa bikiraya. [4859 aydogan_res] Gelo lawik bibiraya kû? [4860 aydogan_res] Berê, fikirî ku li benda lêwik bimîne ku were ser hişê xwe; lê bi dû re, dev ji vê fikira xwe berda. [4861 aydogan_res] Piştî demeke dirêj, dîsa keserek kişand û serê xwe rakir. [4862 aydogan_res] Li dû xwe zivirî û li ruyê lêwik niherî. [4863 aydogan_res] Robîn hê jî beyî hişê xwe û beyî ku tev bilive, di xew de bû. [4864 aydogan_res] Ev lawik kî ye? [4865 aydogan_res] Ji kû tê û diçe kû? [4866 aydogan_res] Çi karê wî li vira heye? [4867 aydogan_res] Çi têkîliya wî bi Seydo re heye? [4868 aydogan_res] Herçî şifêr bû, Seydo baş nas dikir. [4869 aydogan_res] Seydo heyşt sal berê hatibû kuştin û şehîdekî bi nav û deng bû. [4870 aydogan_res] Li Diyarbekirê herkesî navê wî dizanîbû. [4871 aydogan_res] Gava ku hatibû kuştin, ji bo wî, hefteyekê dikan giş hatibûn girtin. [4872 aydogan_res] Meşeke mezin çêbûbû. [4873 aydogan_res] Yên ku ew nas nedikir jî wêneyê wî mezin kiribû û li malên xwe daliqandibû. [4874 aydogan_res] Li ser wî gelek stran û çîrok hatibûn gotin. [4875 aydogan_res] Xelkê navê wî li zarokên xwe kiribû. [4876 aydogan_res] Lê belê, ev lawik kî ye? [4877 aydogan_res] Qet dirûbê wî jî nade. [4878 aydogan_res] Çi têkîliya wî bi Seydo re heye? [4879 aydogan_res] Dîsa bi hêrs diranên xwe şidandin û pê li xazê kir. [4880 aydogan_res] Beyî ku bizanibe bê bi kû de dihere, berê mekîneya xwe da nav bajêr. [4881 aydogan_res] Piştî ku du caran li eynî cihî vegeriya, xwe di neqebekê re bera nav kuçeyan da. [4882 aydogan_res] Mekîne li ber apartmaneke bilind rawestand. [4883 aydogan_res] Herdu destên xwe dane ser direksiyonê û beyî ku ew jî bizanibe bê li kû dinere, ziq li dûranê niherî. [4884 aydogan_res] Bîstikekê weha ma. [4885 aydogan_res] Xwe bi xwe, di nav şerekî mezin de bû. [4886 aydogan_res] Piştî çend deqîqeyên din, bi tevgerin giran ji mekîneya xwe daket û hat ber deriyê dawiyê. [4887 aydogan_res] Baran kêm bûbû. [4888 aydogan_res] Mirov digot qey hema hema nedibariya. [4889 aydogan_res] Lê, ewrên reş hê jî belav nebûbûn. [4890 aydogan_res] Feq li ber şevê vedida. [4891 aydogan_res] Ji xwe ro hatibû ‘esir. [4892 aydogan_res] Şifêrê dirêj û girs, bi destê xwe yê ku ji hêrsan pûç bûbû derî vekir. [4893 aydogan_res] Dîsa bala xwe da lêwik û sekinî. [4894 aydogan_res] Ma gelo ew bibiraya li otêlekê bi cih bikiraya, dê ne baştir bûya? [4895 aydogan_res] Na, ne dibû. [4896 aydogan_res] Him nizanîbû bê ev lawik kî ye, him jî ditirsiya ku heke wî ji xwe biqetîne, tiştekî xerab were serê wî. [4897 aydogan_res] Wî jî nizanîbû bê ew ji bo çi weha difikirî. [4898 aydogan_res] Hema dijminê mirov be jî divê mirov li yekî di vê rewşê de be, bi xwedî derkeve. [4899 aydogan_res] Dilê wî bi lêwik dişewitî. [4900 aydogan_res] Ji ber ku ew li ser mezelê Seydo dîtibû jî nêzîkahiyek li hember lêwik his dikir. [4901 aydogan_res] Hezkirineke weha bû ku wî jî bi wê nizanîbû û nikarîbû bigotaya bê ka ji bo çi bû. [4902 aydogan_res] Li xwe heyirîbû û mabû. [4903 aydogan_res] Nikarîbû biryarek bidaya. [4904 aydogan_res] Destê xwe bir ber devê xwe û hebekî din jî fikirî. [4905 aydogan_res] Ew fikrên bîstika din dîsa hatin bîra wî. [4906 aydogan_res] Bi dû re, di ber xwe de kir ufe uf û sekinî. [4907 aydogan_res] Rahişt lêwik û ji mekîneyê daxist. [4908 aydogan_res] Bi lingê xwe li derî xist û girt. [4909 aydogan_res] Beyî ku li lawikê himbêza xwe binere û dîsa li ser rastbûn an çewtbûna vê biryara xwe bifikire, ew bir mala xwe. [4910 aydogan_res] Robîn heta êvarî nehat ser hişê xwe. [4911 aydogan_res] Tew demekê şifêr tirsiya ku ev lawikê biyanî di nav lepên wî de bimire. [4912 aydogan_res] Heta ku ew nehat ser hişê xwe, ew bi tenê nehişt. [4913 aydogan_res] Qapûtê wî û qazaxê wî yê şilbûyî ji wî kiribûn û eşofmanekî xwe lê kiribû. [4914 aydogan_res] Gava ku Robîn hat ser hişê xwe û li dora xwe niherî; ewilî ji tariya hundir pê ve, tu tişt nedît. [4915 aydogan_res] Dû re, li du zilamên ku xwe dabûn quncikeke odeka teng û bi dengekî nizm dipeyivîn hay bû. [4916 aydogan_res] Heta ku têbigihêje bê ka li kû ye, dîsa xwe li xewê danî. [4917 aydogan_res] Çi qasî hewil da xwe jî tiştek nehat bîrê. [4918 aydogan_res] Ji balafirê daketibû, li teqsiyekê siwar bûbû û çûbû ser mezel. [4919 aydogan_res] Çend zarokên ku li dora wî civiyabûn jî dihatin bîrê. [4920 aydogan_res] Mezelê Hemdîn jî hat ber çavên wî. [4921 aydogan_res] Dû re, çûbû ser mezelê Seydo. [4922 aydogan_res] Gemara ser axa wî bi kefa destê xwe dabû alî û kulîlka ku ji bêrîka qapûtê xwe derxistibû, danîbû ser axê. [4923 aydogan_res] Belê belê! [4924 aydogan_res] Heta vê derê, giş dihatin bîra wî... Le bi dû re? [4925 aydogan_res] Bi dû re, çi bûbû ji wî? [4926 aydogan_res] Kir û nekir nehat bîra wî. [4927 aydogan_res] Serê wî gêj bû. [4928 aydogan_res] Dengê herdu zilamên ku ruyê wan di tariyê de dima, kir ku ji nû ve vegere ser wan. [4929 aydogan_res] Wî ew nas nedikirin. [4930 aydogan_res] Na! [4931 aydogan_res] Qet! [4932 aydogan_res] Lê belê, çawa hatibû vira? [4933 aydogan_res] Tirsiya. [4934 aydogan_res] Le ku ev zilam kesin xerab bin! [4935 aydogan_res] Bêtir tirsiya. [4936 aydogan_res] Herdu zilam hê lê hay nebûbûn ku Robîn hatibû ser hişê xwe û her dipeyivîn. [4937 aydogan_res] Deng bi dijwarî dihatê, bes Robîn tê derxistibû ku ev zilamên nenas bi kurdî dipeyivin. [4938 aydogan_res] Wê gavê, dilê wî hebekî rehet bû û bêhna wî hat ber. [directspeech aydogan_res] Dibeje; herkesî digirin, weleh. [4939 aydogan_res] Divê van rojan, em li xwe miqate [4940 aydogan_res] bin. [4941 aydogan_res] Yê din bi gazind got: [directspeech aydogan_res] De her car weha dibe, lo! [4942 aydogan_res] Çi gava ku navê kurdan were rojevê, weha dikin. [directspeech aydogan_res] Lê vê carê, ne weke hercar e, ha! [4943 aydogan_res] Pir tirsiyane, weleh. [4944 aydogan_res] Hew dizanin bê ew ê çawa bikin. [4945 aydogan_res] Çavê dinyayê gişî li ser wan e. [4946 aydogan_res] Dewletên Ewrûpayê li wan li hemanan e, weleh. [directspeech aydogan_res] Kuro, ma herçî Dewletên Ewrûpayê ne, heke ne ew bûna, niha ji zûde ev mesele çareser bûbû. [4947 aydogan_res] Ew jî tu dibêjî qey hê nû bi me hisiyane. [directspeech aydogan_res] Weleh, do televziyonê digot, li Ewrûpayê gelek tişt çêbûne. [4948 aydogan_res] Robîn guhê xwe dabû ser peyvên wan. [4949 aydogan_res] Ji peyvên wan têgihişt ku ev ne ew kesin weha ne ku bikaribin xerabiyê bi wî bikin. [4950 aydogan_res] Lê, ev kî ne? [4951 aydogan_res] Çawa hatibû nav wan? [4952 aydogan_res] Herdu zilamên ku bîstika din behsa kurdan dikir, ji nişka ve mijara xwe guhert û dest bi behsa maça Fenerbahçe û Galatasarayê kir. [4953 aydogan_res] Zimanê xwe jî guhert û vê carê, bi tirkiyeke xerabe dipeyivîn. [4954 aydogan_res] Wê gavê Robîn lê hay bû ku ew bi wî hisiyane. [4955 aydogan_res] Tirkiya zilaman tiştekî din jî anîbû bîra wî. [4956 aydogan_res] Şifêrê teqsiya ku ew ji balafirgehê biribû ser mezel. [4957 aydogan_res] Gelo ew bi kû de çûbû? [4958 aydogan_res] Bi kû de wenda bûbû? [4959 aydogan_res] Ev zilam kî bûn? [4960 aydogan_res] Çi karê wî li nav wan hebû? [4961 aydogan_res] Çawa hatibû vira? [4962 aydogan_res] Tu îhtimaleke din tune bû. [4963 aydogan_res] Hebe nebe, wî şifêrî ew anîbû vê derê. [4964 aydogan_res] Lê çawa? [4965 aydogan_res] Ma çi bi wî hatibû ku weha ji ser hişê xwe çûbû? [4966 aydogan_res] Piştî ku gihaşt vê encamê, dilê wî rehettir bû. [4967 aydogan_res] Lê, dîsa jî tev neliviya. [4968 aydogan_res] Heta ku zilaman dev ji wê mijara maça do berda û çixareyên xwe pêxistin, weke ku li benda tiştekî bin sekinîn jî bêdeng ma... [4969 aydogan_res] Dilê Robîn dikir gupe gup. [4970 aydogan_res] Digot qey ew ê aniha bi dengê dilê wî bihisin. [4971 aydogan_res] Wî jî nizanîbû çima, lê nedixwast, xwe eşkere bike. [4972 aydogan_res] Heke wî şifêrî ew anîbe, divê heta ku ew were ji nav cihê xwe dernekeve. [4973 aydogan_res] Ji ber ku ji wî pê ve li kesekî din rast nehatibû. [4974 aydogan_res] Ne mimkûn bû ku ew tiştê lê difikirî, çewt bûya. [4975 aydogan_res] Miheqeq, wî şifêrî ew anîbû vê derê. [4976 aydogan_res] Lê di dilê xwe de bawerî bi vêya nedianî. [4977 aydogan_res] Heta ku dengê deriyekî ji aliyê din ve ji nişka ve hat û Robîn veciniqî jî zilaman bawer nekiribû ku ew şiyar bûye. [4978 aydogan_res] Bi dû re, pêjina yekî hat. [4979 aydogan_res] Çavên xwe girtin û xwe bi heyecan da bende. [4980 aydogan_res] Derî vebû û zilamekî silav da û ket hundir. [4981 aydogan_res] Robîn tavilê dengê wî nas kir. [4982 aydogan_res] Digel ku gava di mekîneya wî de bû, zêde bi wî re nepeyivîbû jî dengê wî di hişê Robîn de mabû. [4983 aydogan_res] Şifêr piştî ku kilîta destê xwe xist bêrîka xwe û çakêtê xwe ji xwe kir, serê xwe ber bi aliyê doşeka Robîn ve kil kir û bi kurdiyeke bi qasî ku bala Robîn bikişîne delal, bi dengekî nizm, pirsî: [4984 aydogan_res] Çawa bû? [4985 aydogan_res] Mêvanê me bi ser hişê xwe ve nehat? [4986 aydogan_res] Ji herdu zilaman yekî bersiva wî da: [4987 aydogan_res] Nizanim, wele. [4988 aydogan_res] Lê, heke tu bixwazî, hela bangî wî bike. [4989 aydogan_res] Belkî heta niha hatibe ser hişê xwe. [4990 aydogan_res] Şifêr, xwe hêdîka bi ser wî de daqul kir û destê xwe da ser milê wî: [directspeech aydogan_res] Arkadaş, uyanık mısın? [4991 aydogan_res] (Heval, ma tu şiyar î?) [4992 aydogan_res] Cara ewilî tu deng ji Robîn derneket. [4993 aydogan_res] Lê hew mabû ku zilam careke din jî bangî wî bike, Robîn hêdîka çavên xwe yên westiyayî vekirin û li wî zivirî. [4994 aydogan_res] Ji bo ku yên dora xwe pê nehisîne ku ji zû de şiyar bûye, hewleke ecêb dabû xwe. [4995 aydogan_res] Çavên xwe mîna ku bixwaze bizanibe bê li kû ye, bi meraq li dora xwe gerandin. [4996 aydogan_res] Li herdu zilamên din niherî, li dîwarên ku çend kartpostalên çarçovekirî ku li kêleka wan helbestin hatibûn nivîsandin, niherî. [4997 aydogan_res] Bi dû re, bala xwe da zilamê ber serê xwe. [4998 aydogan_res] Şifêr bi awirin nerm û samimî li wî diniherî û dibişirî. [4999 aydogan_res] Robîn di serî de gava ku çav li qilafetê wî yê girs ketibû, ji wî tirsiyabû; lê aniha, gava ku çav li van awirên ku dilê mirov germ dikirin û bişirandina samîmî ket, ji ber xwe fedî kir. [directspeech aydogan_res] Çok merak ettik, walla. [5000 aydogan_res] Korktuk. [5001 aydogan_res] Alt? [5002 aydogan_res] saatt?r bayg?ns?n. [5003 aydogan_res] (Me pir meraq kir, wele. [5004 aydogan_res] Em tirsiyan. [5005 aydogan_res] Ev şeş saetên te ne ku tu di xew de yî.) [directspeech aydogan_res] Ne oldu bana? [5006 aydogan_res] ( Çi bi min hat?) Zilêm bi ken bersiva dayê. [directspeech aydogan_res] Boş ver. [5007 aydogan_res] Önemlî degil. [5008 aydogan_res] Sonra konuşuruz. [5009 aydogan_res] Şimdi kalk hele, git elini yüzünü y?ka sen. [5010 aydogan_res] ( Dev jê berde. [5011 aydogan_res] Ne muhîm e. [5012 aydogan_res] Em ê bi dû re bipeyivin. [5013 aydogan_res] Tu niha rabe hela, here dest û ruyê xwe bişo.) [5014 aydogan_res] Robîn lihêfa xwe hêdîka rakir û rabû ser xwe. [5015 aydogan_res] Serê wî gêj bû û ber çavên wî jî reş bû, xwe bi dîwêr girt. [5016 aydogan_res] Zilêm da pêşiya wî û ew bir ber kaniyê. [5017 aydogan_res] Heta ku wî karê xwe xelas kir jî peşkîreke spî di dest de, li bende sekinî. [5018 aydogan_res] Gava ku dîsa vegeriyan hundir, Robîn berçavka xwe ji destê şifêr girt, peşkîr di dest de hat, bala xwe da çarçoveyeke dîwêr û sekinî. [5019 aydogan_res] Canê wî pûç bû û bê tevger ma. [5020 aydogan_res] Çavên wî dîsa li hemanan bûn. [5021 aydogan_res] Gava ji nav nivînan derketibû, lê hay nebûbû. [5022 aydogan_res] Wêneyekî Seydo yî mezin li ser serê wî hatibû daliqandin. [5023 aydogan_res] Piştî ku çavên xwe hebekî li ser wêneyî gerandin, hêdîka serê xwe bera ber xwe da û meşiya hat li ser balgîfekê rûnişt. [5024 aydogan_res] Tevî şifêrê ku ew anîbû wira, herdu zilamên din jî ziq li wî diniherî. [5025 aydogan_res] Gava ku li ber wêneyê Seydo sekinîbû, herdu zilamên din bi awayekî ku tiştinan jê bipirsin, li şifêr niherîbû û sekinîbûn. [5026 aydogan_res] Robîn serê xwe rakir, bi çavên xwe yên sorbûyî li şifêr niherî û bi dengê xwe yê westiyayî, hêdîka got: [directspeech aydogan_res] Elbiselerîmî verebilir misin? [5027 aydogan_res] (Tu dikarî kincên min bidî min?) [5028 aydogan_res] Mêrik piştî ku hebekî fikirî, dengê xwe li gora yê Robîn eyar kir û got: [5029 aydogan_res] Heke tu bixwazî, tu dikarî îşev li vira bimînî. [5030 aydogan_res] Berê xwe da aliyê pencereyê û bi dû re dîsa li wî vegeriya. [5031 aydogan_res] Ji xwe, dinya tarî bûye. [5032 aydogan_res] Û tu jî hê baş nebûyî. [5033 aydogan_res] Na, na. [5034 aydogan_res] Ez baş im, spas. [5035 aydogan_res] Mêrik cihê xwe xweş kir û dîsa bi wê tirkiya xwe ya xerabe, got: [directspeech aydogan_res] Binere heval, ez jî nizanim çima, lê min alî te kir. [5036 aydogan_res] Tu di bin wê baranê de, li ser mezel ji ser hişê xwe ve çûbûyî. [5037 aydogan_res] Belkî tu ê bibêjî meraq, belkî jî dilsafî, lê min xwast ku ez te nas bikim. [5038 aydogan_res] Robîn li erdê diniherî. [5039 aydogan_res] Mêrik piştî bêdengiyeke kurt, pirsa ku ji sibehê de li serê wî bûbû bela, hebekî jî bi tirs pirsî û dilê xwe rehet kir: [directspeech aydogan_res] Ew kesê ku tu li ser mezelê wî bûyî... [5040 aydogan_res] Sekinî. [5041 aydogan_res] Gava dît ku serê Robîn ket ber, poşman bû ku meseleya mezêl vekir. [5042 aydogan_res] Xweziya xwe daqurtand û bi dû re ji bo ku peyva xwe biqedîne û wê meraqê ji dilê xwe bi temamî derxîne, digel ku wî jî tê de derdixist ku nikare tu bersivê werbigire, dîsa domand: [directspeech aydogan_res] Tu wî nas dikî? [5043 aydogan_res] Robîn tu bersiv nedayê. [5044 aydogan_res] Mêrik jî pirsa xwe hew dubare kir. [5045 aydogan_res] Ji xwe, piştî wê bêdengiya ku li dû pirsa wî li hundir belav bûbû, ew jî têgihiştibû ku nebaş kiribû. [5046 aydogan_res] Fedî kir. [5047 aydogan_res] Li ber xwe ket. [5048 aydogan_res] Herdu zilamên hevalên wî jî ev rewş fahm kir û mîna ku ew bûbûn sedema vê rewşê, ketin ber fediyê. [5049 aydogan_res] Ji lewre, heta ku Robîn ew di meraqeke mezintir de hiştin û ji mala wan derket jî mîna ku qebeheteke mezin hatibe kirin, hew li ruyê hev niherî û tu deng jî ji kesî derneket. [5050 aydogan_res] Bûbû êvar. [5051 aydogan_res] Barana ku bi roj dest pê kiribû û hê jî dibariya. [5052 aydogan_res] Lê serma jî hebekî şikestibû. [5053 aydogan_res] Bi tenê bayekî hênik ku mirov jê aciz nedibû, dihat. [5054 aydogan_res] Ezman ne xuya bû. [5055 aydogan_res] Erd hê jî şil bû. [5056 aydogan_res] Li derve, ji çend mekineyên ku ber bi bajêr ve diçûn pê ve, li tiştekî din rast nehat. [5057 aydogan_res] Kolanên ku tê re dibihurî, di bin ronahiya lempeyên dîrekan a qels de, ew dibir demên berê. [5058 aydogan_res] Zaroktiya wî di wêneyekî vî bajarî yî kevin de mabû. [5059 aydogan_res] Wê gavê, hejmara avahiyên bilind ne ewqasî zêde bû. [5060 aydogan_res] Sînorên dora bajêr, ne ewqasî fireh bûn. [5061 aydogan_res] Gelek kolanên ku niha çav lê diket jî ne asfaltkirî bûn. [5062 aydogan_res] Belkî ew bajarê ku dihat bîra wî jî êdî di wêneyên zarokatiya wî de mabû. [5063 aydogan_res] Herdu bi hev re, di nav gelek wêneyên din de, di torbeyekî naylon de, li refika pirtûkxaneya wî mabûn. [5064 aydogan_res] Belkî, tiştê ku ji wan û bîraninên wan deman mabû jî hew ev bû. [5065 aydogan_res] Li van kolanan hindik negeriyabû. [5066 aydogan_res] Gava ku hê nû li xwe û li dinyayê hay dibû, wê gavê bi wê lêhaybûna xwe re nû bi nû fêrî bitenêtiyê jî dibû. [5067 aydogan_res] Gelek caran, bi tena serê xwe li van kolanan û gelek yên mîna wan, beyî ku ew jî bizanibe bê ji ber çi sedemê bû bê serî geriyabû. [5068 aydogan_res] Çend caran, ev adeta wî li serê wî bûbû bela jî. [5069 aydogan_res] Ji ber ku heta derengê şevê li derve digeriya, hindik caran neketibû qereqolan û ji polîsan hindik lêxistin nexwaribû. [5070 aydogan_res] Ev kolanên ha û gelek kolanên din yên vî bajarî, bûbûn destbirakên wî yên kul û derdên dilê wî. [5071 aydogan_res] Di dema xwe de, wan ew bi hemû xusûsiyetên wî nas dikir. [5072 aydogan_res] Her gava ku serê wî diêşiya, tavilê xwe diavêt himbêza wan û ji bo ku dilê xwe aş bike, kul û derdên xwe hebekî ji bîr bike, heta ku ji ser hişê xwe ve diçû û serê wî bêtir diêşiya, dimeşiya. [5073 aydogan_res] Belkî bi wî awayî, dilê wî rehet dibû; belkî jî ew kul û derdên dilê wî bêtir tev radibûn û bêtir diket nava bitenêtiyê. [5074 aydogan_res] Wî ev kolan baş nas dikirin. [5075 aydogan_res] Ji lewre, niha gava ku dîsa eynî mîna wan rojan, bi êşa serê xwe ji ser hişê xwe ve çûbû û dimeşiya, digot qey kolan jî wî nas dikin, mîna ku mirov hevalekî xwe yê kevin bibîne, bi çavin xemgîn bala xwe dabû dora xwe. [5076 aydogan_res] Lê belê, bi çavin fedîkar jî. [5077 aydogan_res] Gava ku li xwe û li ewqas salên çûyî fikirî, wî jî bi xwe didît ku hê Robînê berê ye, qet nehatiye guhertin. [5078 aydogan_res] Belkî jî hingî di nav janên ku di her roja çûyî de zêdetir dibûn de vegevizîbû, êdî ew roj nedihatin bîra wî. [5079 aydogan_res] Digot qey hema bi vî halî ji diya xwe bûye û ji cerga ku bi xwe dizane jî, di vê rewşê de ye. [5080 aydogan_res] Robînê piçûk yê ku di van kolanan de bi kêf baz dida, dilîst û stran digot, êdî hew dihat bîra wî. [5081 aydogan_res] Gava ku li vê yekê fikirî, lê hay bû ku ji zû de stran negotiye. [5082 aydogan_res] Cara dawîn, li ber tembûra Bedirxên çend stran gotibûn. [5083 aydogan_res] Bedirxan û Mîtanî hatin bîra wî. [5084 aydogan_res] Malbata wî... Gulcan... [5085 aydogan_res] Niha çi dikirin gelo? [5086 aydogan_res] Giş yek bi yek hatin ber çavên wî û bihurîn. [5087 aydogan_res] Ji ber ku li gora wî, ew li serê gişan bûbû bela û ji bo ku bêyî wan hatibû vira jî neheqiyeke mezin li wan kiribû, dilê wî bi wan şewitî û li ber wan diket. [5088 aydogan_res] Belkî jî niha ji ber wî, jiyana wan tev de li bin guhê hev ketibe. [5089 aydogan_res] Belkî niha giş li her derê li wî digerin. [5090 aydogan_res] Belkî jî ji bo vê wendabûna wî ya ji nişka ve, tev de perîşan bûne û mane. [5091 aydogan_res] Serê xwe kil kir, kelogirî bû. [5092 aydogan_res] Bû fiş fişa wî û hêdî hêdî di ber xwe dest bi stranekê kir. [5093 aydogan_res] ... dilo rebeno lo dilo, dilo feqîro lo dilo dilo şewitiyo lo dilo dilo peritiyo lo dilo... [5094 aydogan_res] Gava ku gotinên vê strana kevin, ku ew jî nizane bê ji kû hat bîrê, ji devê wî derdiketin, hêsirên ku bi wî bayê hênik dicemidîn jî li gora melodiya stranê, xwe ji ser hinarikên wî hêdî hêdî bera jêrê dida û şopa xwe di ruyê wî de dihişt. [5095 aydogan_res] Diviyabû çi bikira? [5096 aydogan_res] Wî jî bi xwe nizanîbû. [5097 aydogan_res] Gava ku ji bo hatina Diyarbekirê biryar dabû, ji xwe re tu program çênekiribû. [5098 aydogan_res] Negotibû, ez ê herim vira û wira. [5099 aydogan_res] Ji lewre, aniha dîsa aciz bûbû. [5100 aydogan_res] Nizanîbû bê ew ê bi kû de biçûya. [5101 aydogan_res] Heke bixwastaya, dikarîbû niha sed malên ku dê bi kêfxweşiyeke mezin wî biezibînin û li cem xwe vehewînin, peyda bikirana. [5102 aydogan_res] Di bin wê barana ku çipik çipik dibariya de, beyî ku bi zanebûn berê xwe dabe aliyekî, bê serî meşiya. [5103 aydogan_res] Lingên wî, ew ber bi kolanên teng û dirêj ve bir. [5104 aydogan_res] Qet hayê wî ji dora wî çênebû jî. [5105 aydogan_res] Gava ku ji nava wan kolanên tarî derket, di bin tava heyvê de, li biniya bircên xerabe, li xwe hay bû. [5106 aydogan_res] Ew bircên ku xerca wan bi spîka hêkan hatibû çêkirin, bi hemû bedewiya xwe li ber çavên wî sekinîbûn. [5107 aydogan_res] Bala xwe da xetên kevin ên li ser wan, destê xwe di wan de da. [5108 aydogan_res] Efsaneyên ku di zarokatiya xwe de li ser Keleha Diyarbekirê bihîstibûn hatin bîra wî. [5109 aydogan_res] Piçekî xemgîn bû pê re. [5110 aydogan_res] Mîna ku di wan keviran de, li tiştin wendayî bigere, destê xwe li ser wan digerand. [5111 aydogan_res] Serê xwe rakir, di bin mijangên xwe yên dirêj î mîna yên keçikan re, bi çavên birqokî li bilindbûna wan niherî. [5112 aydogan_res] Di ser bircên bilind re, heyv xuya dibû. [5113 aydogan_res] Di pêlikên ku bi keviran hatibûn çêkirin re, derket ser bircan. [5114 aydogan_res] Gava ji bo ku nekeve, xwe bi keviran girt, destê wî bûbû herî. [5115 aydogan_res] Destên xwe bi pantorê xwe paqij kir û meşiya. [5116 aydogan_res] Baran kêm bûbû. [5117 aydogan_res] Ew bayê hênik hê jî dihat. [5118 aydogan_res] Ji doraliyê, bêhneke xweş ku bêhna mirov fireh dikir difûriya. [5119 aydogan_res] Li hebekî dûranê, li jêrê, şewqa lempeyên bajêr xuya dibû. [5120 aydogan_res] Piştî ku bala wî ji ser hin cihên bircan yên ku ji hev ketibûn çû ser dora wî, hat cihekî fireh û sekinî. [5121 aydogan_res] Herdu destên xwe dan noqa xwe û bala xwe da wê dîmena bajêr a bêhempa. [5122 aydogan_res] Mîna ku bixwaze wî bajarî himbêz bike, lê diniherî. [5123 aydogan_res] Çavên wî yên ku di bin tava heyvê de dibiriqîn, piştî ku demeke dirêj li bajêr niherîn, hêdîka dageriyan jêrê. [5124 aydogan_res] Westiyabû. [5125 aydogan_res] Beyî ku bifikire ku ew ê kincên wî edem bibin, çû li ser kevirekî rûnişt. [5126 aydogan_res] Destên xwe li nava xwe li hev gerandin û dîsa bala xwe da bajêr. [5127 aydogan_res] Ji dûranê, dengê stranekê dihat wî. [5128 aydogan_res] Xuya bû ku ew dengê zîz bi kerb bû. [5129 aydogan_res] Bi wî bayê hênik re dihat û li nav bircên xerabe belav dibû. [5130 aydogan_res] Guhên xwe bel kirin û li wî dengî guhdarî kir. [5131 aydogan_res] Wî melodiya vê stranê nas dikir, lê tu tişt ji gotinên wê fahm nedikir. [5132 aydogan_res] Hêdîka rabû û berê xwe da wî aliyê deng û meşiya. [5133 aydogan_res] Wê gavê dît ku germahiyek jî ji wî aliyî tê. [5134 aydogan_res] Çû û li ber dîwarekî kavil sekinî. [5135 aydogan_res] Vê carê, gotinên stranê jî baş dihatinê. [5136 aydogan_res] ... ey dîlberê, ay dîlberê ey nazikê, wey esmerê... [5137 aydogan_res] Tev neliviya. [5138 aydogan_res] Heta ku wî dengê zîz strana xwe qedand, lê guhdarî kir. [5139 aydogan_res] Dû re, bû fiş fişa yekî, bêvila xwe dikişand. [5140 aydogan_res] Dengê kuxikeke xurt jî hatê. [5141 aydogan_res] Piştî wê, bêdengiya bîstika din, dîsa xwe li doraliyê belav kir. [5142 aydogan_res] Robîn fikirî. [5143 aydogan_res] Xwast ku here cem wî dengbêjî, lê hebekî tirsiya jî. [5144 aydogan_res] Di nav wê bêdengiyê de, piçekî din jî sekinî. [5145 aydogan_res] Dû re, rabû ser xwe û ji paş dîwarê kavil derket. [5146 aydogan_res] Li cihekî fireh, mîna cihê ku bîstika din ew lê bû, du zilaman agirek dadabû û xwe dabû dorê. [5147 aydogan_res] Şewqa êgir dida ruyê wan û dora wan jî rohnî dikir. [5148 aydogan_res] Rîha yekî ji wan dirêj bûbû û qapûtekî kevin li piştê bû. [5149 aydogan_res] Xwe li ber êgir xûz kiribû, ji şûşeya destê xwe tiştek vedixwar û li kesê hember xwe diniherî. [5150 aydogan_res] Umrê wî, li dora çilî bû. [5151 aydogan_res] Bes dibe ku ji ber rîha xwe weha kal xuya dikir. [5152 aydogan_res] Yê din, hebekî ji wî ciwantir bû. [5153 aydogan_res] Rîha wî jî hatibû, lê ne bi qasî rîha yê din dirêj bûbû. [5154 aydogan_res] Çaketek û şalekî qetiyayî lê bû û serê xwe bera ber xwe dabû û kil dikir. [5155 aydogan_res] Li ber wî jî şûşeyek hebû. [5156 aydogan_res] Xuya bû, yê ku stran digot ev bû. [5157 aydogan_res] Herdu jî li Robîn hay nebûbûn. [5158 aydogan_res] Lê, Robîn ji bo ku wan netirsîne û hayê wan ji xwe çêbike, kir ku dengê lingên wî biçe wan. [5159 aydogan_res] Berê, zilamê rîhdirêj li aliyê deng zivirî, bi dû re jî yê din serê xwe rakir û li wî niherî. [5160 aydogan_res] Robîn bi awayekî fediyokî be jî silav li wan kir û hat ba wan. [5161 aydogan_res] Ji bo ku tiştekî din neyê bîra zilaman, li ber êgir sekinî û bala xwe dayê. [5162 aydogan_res] Çavên herdu zilaman li wî bûn. [5163 aydogan_res] Zilamê rîhdirêj silava wî lê vegerand û bi tirkî, bi dengê xwe yê westiyayî û devê xwe yê ji şerabê sistbûyî, got: [directspeech aydogan_res] Kerem bike. [5164 aydogan_res] Robîn dizanîbû ku divê tiştekî ji wan re bibêje. [5165 aydogan_res] Piştî ku zilamê din kevirek nîşanî wî da û rûnişt, destê xwe li ber êgir germ kir. [5166 aydogan_res] Li zilamê rîhdirêj zivirî, bi destê xwe dîwarê kavil nîşan da û bi kurdiya xwe ya kubar, got: [directspeech aydogan_res] Ezbenî, ez jî li paş vî dîwarî rûniştibûm. [5167 aydogan_res] Dengê we hat min, min got ez rabim herim cem van camêran. [5168 aydogan_res] Yê rîhdirêj ji ber ku Robîn bi kurdî peyivîbû, şaş bûbû; lê nehişt ku ew bi vêya bihise. [5169 aydogan_res] Yê din ji xwe li tiştekî hay nebûbû. [5170 aydogan_res] Ser çavan. [5171 aydogan_res] Ser û çav neêşin. [5172 aydogan_res] Zilamê rîhdirêj bala xwe da Robîn. [5173 aydogan_res] Wî ev lawik tu carî nedîtibû. [5174 aydogan_res] Li porê wî yê tevlihevbûyî niherî, li kincên wî yên gemarî niherî, bi dû re bala xwe da ruyê wî yê xweşik û rîha wî ya ku xuya bû, ev çend roj in ku nehatibû kurkirin. [5175 aydogan_res] Eynî dişibiya kesên esrarengîz yên filîman. [5176 aydogan_res] Ji ruyê wî mirov tê derdixist ku mirovekî xwende bû, zane bû; lê heke weha bûya, çima di nav van kincên gemarî de bû. [5177 aydogan_res] Mirov digot qey riya xwe şaş kiribû û di van deran re derketibû. [5178 aydogan_res] Belkî ne li ser hişê xwe bû jî. [5179 aydogan_res] Na! [5180 aydogan_res] Na , wî ev lawik nas nedikir. [5181 aydogan_res] Ne ji van deveran bû. [5182 aydogan_res] Lê, kurdiyeke wî ya kubar û delal hebû. [5183 aydogan_res] Ev yeka ha, bûbû sedema ku baweriya xwe bi samîmiyeta wî bîne. [5184 aydogan_res] Di nav kesên ku wî ew nas dikirin de, hejmara kesên weha xweş û paqij bi kurdî dipeyivîn, ne zêde bû. [5185 aydogan_res] Hebekî din fikirî. [5186 aydogan_res] Dû re, çavên xwe qels kirin û mîna ku tiştinan di mejiyê xwe de bi hev ve girê bide, bi wî awayî bala xwe da Robîn û sekinî. [5187 aydogan_res] Paş situyê xwe xurand, dîsa di bin çavan re li wî niherî û fikirî. [5188 aydogan_res] Serê xwe mîna ku dilê wî bi Robîn şewitîbe hejand û bera ber xwe da. [5189 aydogan_res] Berî niha bi çend rojan, yekî din jî mîna vî lawikî hatibû vê derê, ew jî nedişibiya Diyarbekiriyan. [5190 aydogan_res] Ecêb e, herdu jî mîna hevdu ji nişka ve derketibûn ortê. [5191 aydogan_res] Kurdiya herduyan jî weke hev xur û paqij bû. [5192 aydogan_res] Yê din jî mîna viya, riha wî hatibû û kincên wî gemarî bûbûn. [5193 aydogan_res] Ji peyva wî xuya dibû ku ew jî mîna viya, yekî xwende bû. [5194 aydogan_res] Zilêm dîsa li wî niherî û bi vê niherînê re ruyê lawikê din jî anî bîra xwe. [5195 aydogan_res] Robîn xwe li ber êgir germ dikir. [directspeech aydogan_res] Kerem bike, tu jî qurtekê vexwe. [5196 aydogan_res] Zilêm şûşeya destê xwe dirêjî wî kiribû. [5197 aydogan_res] Robîn li ruyê wî niherî. [5198 aydogan_res] Bi wê samîmiyeta wî ya ku xwe bi bişirandineke fediyokî dida der re, hemû belengaziya wî ya ji çavên wî yên westiyayî û kortçûyî dihat xwendin jî derdiket meydanê. [5199 aydogan_res] Robîn jî pê re bişirî, bi tiliyên xwe yên ziravik berçavka xwe rast kir, şûşe ji destê wî girt û bir ber devê xwe. [5200 aydogan_res] Zilêm bi awayekî ku mirov ji ber neêşe, mîna ku ji bo wî tiştekî girîng be, bi dengê xwe yê ku ji serma mîna pelên çilo dilerizî, pirsî: [directspeech aydogan_res] Tu ji kû yî, keko? [5201 aydogan_res] Robîn mîna ku li benda vê pirsê bû, berê hebekî fikirî, bi dû re li wî zivirî. [5202 aydogan_res] Dîsa li ruyê wî niherî. [5203 aydogan_res] Şûşeya ku mêrik bîstika din dabûyê, dîsa bir ber devê xwe û qurteke din jî jê vexwar. [5204 aydogan_res] Şûşe danî erdê, bîstikekê bala xwe da wê û bêdeng sekinî. [5205 aydogan_res] Di ber xwe de got: [5206 aydogan_res] Ez ji vira me. [5207 aydogan_res] Zilamê rîhdirêj, dîsa bi eynî awayî got: [5208 aydogan_res] Min qet tu li vira nedîtiyî, ji ber wê... Robîn peyva wî bi kubarî birî. [5209 aydogan_res] Ez dizanim. [5210 aydogan_res] Zilamê rîhdirêj digel ku peyva wî nîvco mabû jî piştî vê peyvê sekinî. [5211 aydogan_res] Hebekî fedî jî kir. [5212 aydogan_res] Ji ber îmaja Robîn ku di serê xwe de çêkiribû, li ber xwe ket. [5213 aydogan_res] Serê wî ket ber wî. [5214 aydogan_res] Sorbûna ruyê wî bi tîna agirê ku xwe didayê dihat veşartin. [5215 aydogan_res] Dû re, serê xwe rakir, ji ber ku dizanîbû ku Robîn dê xwe negire û dawiya peyva xwe bîne, xwe da benda wî. [5216 aydogan_res] Robîn çavên xwe hebekî li dora xwe gerandin, li ronahiya lempeyên bajêr ku ji jêra bircan xuya dibûn niherî, keserek kişand û lê zêde kir: [5217 aydogan_res] Ez ji zû de nehatime van deran... Piçekî rawestiya û bi dû re dîsa dewam kir: [5218 aydogan_res] Ez niha li dora xwe diniherim... ev bajar çi qasî hatiye guhertin! [5219 aydogan_res] Piştî vê peyvê sekinî, behna xwe berda. [5220 aydogan_res] Zilamê rîhdirêj bala xwe dabû wî û tevgerên wî. [5221 aydogan_res] Yê hember wan ku serê xwe bera ber xwe dabû û mîna ku dinaliya, di ber xwe de distira jî beyî ku hayê wî ji wan hebe, carê şûşeya xwe dibir ber devê xwe û vedixwar. [5222 aydogan_res] Robîn bi destê xwe li jêra bircan deverin nîşan dan û got: [directspeech aydogan_res] Ez li Xençepekê mezin bûm. [5223 aydogan_res] Wê demê jî her gava ku bêhna min teng dibû, ez dihatim vê derê û heta sibehê dimam. [5224 aydogan_res] Heta ku xewê zora çavên min bibira û ez biwestiyama, min stêrikên ezmên yek bi yek dijmartin û navên hevalên xwe li wan dikirin. [5225 aydogan_res] Sekinî. [5226 aydogan_res] Wê gavê, zilamê hemberî wan, yê ku bîstika din distira, şûşeya destê xwe rakir û bi kêf got: [directspeech aydogan_res] Noş, keko. [5227 aydogan_res] Tu bi xêr hatiyî. [5228 aydogan_res] Herdu jî li wî zivirin û bişirîn. [5229 aydogan_res] Robîn jî şûşeya xwe li ber ya wî rakir û serê xwe bi ken li ber tewand. [5230 aydogan_res] Zilamê ku bîstika din stran digot, piştî ku ji şûşeya destê xwe qurtek vexwar û daqurtand, bi wî dengê xwe yê bikerb dîsa dest bi stranekê kir. [5231 aydogan_res] Çavên wî yên ku ji ber şerabê sor bûbûn, li ber şewqa êgir dibiriqandin. [5232 aydogan_res] Dengê wî di nav wê bêdengiya êvarê ya giran de li doraliyê belav bû û geriya. [5233 aydogan_res] Bi dengê wî, yên din ji ser hişê xwe ve diçûn. [5234 aydogan_res] Ji ber şeraba ku ji êvar de vedixwe, bi vê stranê êdî wî jî nema dizanîbû bê çi dike, çi dibêje; gêj bûbû û çûbû. [5235 aydogan_res] Dengê wî mîna melodiyeke kevin ku keman jî li ber lê dikeve derdiket. [5236 aydogan_res] Dengê bayê ku leza xwe xurt dikir û agirê ber wan dihejand jî jê re dibû muzîka fonê. [5237 aydogan_res] bextê te me ay ay gundî û cîran bêjin ev ê hanê çi ne bêje hekîm loqman e hatî li ser e li min ez xirabmal im yeman ez bendewar im yeman serê çendî çend salan e ez li hêviya te me min terka miletê xwe da ez li dû te mame ay ay... [5238 aydogan_res] Piştî ku stran qediya û zilêm hêdîka dengê xwe birî, çendekî bêdengiyeke ku wan ji berê serxweştir bike, hat û xwe li dora wan pêça. [5239 aydogan_res] Wê gavê, tariya ku li dora wan girtibû, hebûna xwe bêtir nîşanî wan da. [5240 aydogan_res] Bayê ku bi zorê ji diwêr difilitî, xwe li êgir dixist lê nikarîbû vemirandaya. [5241 aydogan_res] Gava lê hay bûn ku dinya her ku diçe sartir dibe, bêtir ber bi êgir ve hatin û xwe xûz kir. [5242 aydogan_res] Wê gavê, dengê zilamê rîhdirêj, bêdengiya doraliyê belav kir. [directspeech aydogan_res] Wê rojê, yekî din jî mîna te hatibû vê derê. [5243 aydogan_res] Çavên Robîn ji nişka ve fireh bûn. [5244 aydogan_res] Dilê wî kir gupe gup. [5245 aydogan_res] Beyî ku tiştekî din bike, ziq li zilêm niherî û xwe da benda peyva wî. [5246 aydogan_res] Vê heyecana ku ji nişka ve di dilê Robîn de çêbûbû û xwe dabû der, bala herdu zilamên din jî kişand. [5247 aydogan_res] Mêrik dîsa bi awayê şermokî domand: [directspeech aydogan_res] Ew jî ji Stenbolê hatibû. [5248 aydogan_res] Piştî ku hebekî sekinî û berê xwe bi êgir ve kir û dewam kir. [directspeech aydogan_res] Ji ber ku kurdiya te jî mîna ya wî paqij bû, bala min kişand. [5249 aydogan_res] Ew jî nedişibiya ên van deveran û bi kurdiyeke kubar dipeyivî. [5250 aydogan_res] Ruyekî wî yî ecêb hebû. [5251 aydogan_res] Dû re, lê zêde kir: [directspeech aydogan_res] Ev hûn çawa dikarin weha xweş bi kurdî bipeyivin, lo? [5252 aydogan_res] Robîn hê jî li benda peyva wî ya berê bû. [5253 aydogan_res] Mîna ku pirsa wî ya vê dawiyê nebihîstibe, bi heyecan pirsî. [5254 aydogan_res] Zilamê rîhdirêj ji vê rewşa wî tirsiya. [directspeech aydogan_res] Bi dû re çi bi wî lawikî hat? [5255 aydogan_res] Bi kû de çû? [5256 aydogan_res] Zilamê rîhdirêj xwast ku têbigihêje bê ji bo çi viya li wî lawikî dipirse. [5257 aydogan_res] Dû re, mîna ku aciz bûbe, herdu destên xwe ber bi jorê ve rakirin û got: [directspeech aydogan_res] Weleh, ez nizanim. [5258 aydogan_res] Piştî ku hebekî bi me re vexwar, rabû û çû. [5259 aydogan_res] Dû re, me ew hew dit. [5260 aydogan_res] Ma tu çima lê dipirsî? [5261 aydogan_res] Qey tu wî lawikî nas dikî? [5262 aydogan_res] Serê Robîn hêdîka ket ber. [5263 aydogan_res] Piştî ku hebekî fikirî û serê wî ji berê bêtir êşiya, destên xwe xistin nava porê xwe û bir û anîn. [5264 aydogan_res] Serê xwe rakir û li êgir niherî. [5265 aydogan_res] Mîna ku canê wî êşiyabe an jî mahdê wî ji tiştekî xeliyabe, ruyê xwe tirş kir. [5266 aydogan_res] Herdu zilaman ziq bala xwe dabû wî. [5267 aydogan_res] Robîn tu bersiv neda xwediyê pirsê. [5268 aydogan_res] Mîna ku li şifêrê teqsiyê û hevalên wî kiribû, ev zilam jî di nav meraqeke mezintir de hiştin û rabû ser xwe. [5269 aydogan_res] Wan bi tenê bi çavên miştmeraq li wî temaşe dikir. [5270 aydogan_res] Herduyan jî digot qey ev herdu lawikên ku bi kurdiyeke paqij dipeyivîn û zêde behsa xwe nedikir, ji derve hatibûn, belkî jî bi karekî ku aqilê wan nedigihiştê mijûl dibûn û ji ber vê yekê, pirsên wan bêbersiv dihiştin. [5271 aydogan_res] Ji lewre, wan newêrîbû dengê xwe derxistaya û bela xwe di wan de bidaya. [5272 aydogan_res] Robîn beyî ku tiştekî ji wan re bibêje, xatir jî ji wan nexwast û bi dûr ket. [5273 aydogan_res] Zilamê rîhdirêj piştî ku Robîn bi dûr ket, rabû ser xwe ji ser bircan li çûna wî niherî. [5274 aydogan_res] Piştî ku siya wî jî di nav tariyê de wenda bû, dîsa hat li şûna xwe rûnişt û xwe da ber êgir. [5275 aydogan_res] Lê ji ruyê wî xuya dibû ku ew ê tu carî van herdu lawikên biyanî û ecêb ji bîr neke. [5276 aydogan_res] Herçî Robîn bû, heta ku ji wira bi dûr neket jî lê hay nebû ku xatir ji wan nexwastiye û rabûye. [5277 aydogan_res] Eyb çêbû. [5278 aydogan_res] Zilaman cih di nav xwe de dabûyê, hiştibû ku ew jî xwe li ber agirê wan germ bike. [5279 aydogan_res] Ya herî mezin jî ew bû ku wan şeraba xwe bi wî re par ve kiribû. [5280 aydogan_res] Gava ku li vana fikirî, pir li ber xwe ket, fedî kir. [5281 aydogan_res] Heta ku gelekî meşiya û beyî xwe hat li ber devê goristana ku bi roj hatibûyê sekinî jî ji bîra wî neçû. [5282 aydogan_res] 4. [5283 aydogan_res] Şop... [5284 aydogan_res] Hê nû li xwe hay bûbû ku beyî xwe daye ser şopa Bişêr. [5285 aydogan_res] Çawa dibe ku herdu jî tiştên mîna hevdu bikin? [5286 aydogan_res] Ecêb e. [5287 aydogan_res] Belkî jî ne ewqasî girîng be, lê ev rastlêhatineke ecêb e, bi rastî. [5288 aydogan_res] Bişêr tu şop li dû xwe nehiştiye. [5289 aydogan_res] Lê ji nişka ve, li cihekî ku sed salî bifikire jî nayê bîrê, li cem du zilamên araqvexwir ku di jiyana xwe de, ew tu carî nedîtine, li şopa wî rast tê. [5290 aydogan_res] Heke weha be, qedera wî bi ya yekî din ve dihat girêdan û wî yekî çi kiribe, ew ê jî eynî tiştî bike. [5291 aydogan_res] Lê, le ku Bişêr tiştekî ku ew ê tu carî neke jî kiribe. [5292 aydogan_res] Tirsiya, lê ji ber ku nizanîbû bê çi hatiye serê Bişêr, bêhtir tirsiya. [5293 aydogan_res] Niha jî dîsa hatibû li ber goristanê sekinîbû. [5294 aydogan_res] Lingên wî ew beyî wî anîbû vê derê. [5295 aydogan_res] Çi karê wî hebû li vira, çawa ji xweber hatibû û li ber devê goristanê bi xwe hisiyabû, wî jî nizanîbû. [5296 aydogan_res] Di ber xwe de got [directspeech aydogan_res] Zilamê Kal..! û sekinî. [5297 aydogan_res] Li hundirê goristanê niherî. [5298 aydogan_res] Ji piçûkanî de, ji goristanan ditirsiya. [5299 aydogan_res] Rojekê, yekî jê re gotibû ku gava dibe êvar û dinya tarî dibe, hemû mirî radibin ser xwe, nobedariya goristanê dikin. [5300 aydogan_res] Kî di cem wan re derbas bibe, destê xwe dixin qirika wî û difetisînin. [5301 aydogan_res] Bi dû re jî xwîna wî vedixwin û laşê wî diavêjin ser riyê. [5302 aydogan_res] Niha, hew ji tiştên weha bawer dikir û tu carî jî nedîtibû ku ev mesele rast derketiye; lê dîsa jî ditirsiya. [5303 aydogan_res] Wî jî bi xwe nizanîbû bê ji bo çi ditirse. [5304 aydogan_res] Hat bîra wî ku di zarokatiya wî de, gava ev tişt jê re dihatin gotin, heval mevalên wî gişan derzî û merxez bi xwe re digerandin. [5305 aydogan_res] Ji ber ku li gora kesê ku ev mesele ji wan re digot, ger mirov tiştekî hesinî bi xwe re bigerîne, hingê pîrhebok jî ji mirov ditirsin. [5306 aydogan_res] Lê wî nizanîbû bê tiştê ji bo pîrhebokan dihat gotin, ji bo miriyan jî derbas dibû an na. [5307 aydogan_res] Ji xwe, ger ji bo miriyan derbas bibûya jî niha ne derziyek û ne jî merxezek bi wî re hebû. [5308 aydogan_res] Gava li vana fikirî, him di ber xwe de keniya him jî xwast ku aniha merxezek di beskura qapûtê wî de hebûya. [5309 aydogan_res] Ji lewre, çavên xwe bi tirs li dora xwe digerandin û bê hemdê xwe destê xwe di bêrîka xwe de li tiştekî digerand.. [5310 aydogan_res] Bi tirs, lê weke ku vê tirsê ji xwe veşêre, ket hewşa goristanê. [5311 aydogan_res] Tarî bû. [5312 aydogan_res] Tava heyvê siya wî li paş wî dihişt. [5313 aydogan_res] Şev, mirov çi qasî bikaribe fikire, ewqasî bi tirs û bê deng bû. [5314 aydogan_res] Robîn ziq li pêşiya xwe diniherî. [5315 aydogan_res] Digot qey aniha hin kes dê xwe ji paş de biavêjin ser wî. [5316 aydogan_res] Newêrîbû ji bo ku wê tirsê ji dilê xwe biavêje li dû xwe jî biziviriya. [5317 aydogan_res] Heke ne weha bûya û gava ku biziviriya çav li siya xwe biketaya, belkî bêtir bitirsiya. [5318 aydogan_res] Ji bo ku netirse, tevî ku li hewşa goristanê bû jî di dilê xwe de stranên reqsê digot û dimeşiya. [5319 aydogan_res] Dîsa jî carê gotinên wan stranan ji xweber dihatin guhertin û dibûn ku Robîn wan ji bîr bike. [5320 aydogan_res] Gava gihaşt ber gora Seydo, tirsa xwe ji bîr kiribû jî. [5321 aydogan_res] Ji ber ku ji nişka ve ruyê Seydo hatibû ber çavên wî û bala wî kişandibû ser xwe. [5322 aydogan_res] Robîn hebekî din lezandibû. [5323 aydogan_res] Digot qey rastî ye. [5324 aydogan_res] Gava ku hebekî din meşiyabû, ruyê Seydo hêdîka di nav tariyê de wenda bûbû. [5325 aydogan_res] Robîn dîsa jî nesekinîbû. [5326 aydogan_res] Heta ku li xeyalbûna wê dîmenê hay bû û gihaşt ser gorê, hêsirên wî xwe bera jêrê dabû jî. [5327 aydogan_res] Dû re, gava ku Robîn li vê şevê bifikiriya, dê bi xwe lê hay bibûya ku heke di wê rewşê de ruyê Seydo nehataya ber çavên wî, belkî wî ê nikarîbûya tirsa xwe ji bîr bikiraya û li wira bimaya. [5328 aydogan_res] Aniha, hinan ew bidîtaya, dê bigotaya qey vî lawikî aqilê xwe wenda kiriye û dîn bûye. [5329 aydogan_res] Li ber gorê rûniştibû, berê xwe dabû aliyê derî û mîna ku li benda hinan be, sekinîbû. [5330 aydogan_res] Newêrîbû li axê binihere. [5331 aydogan_res] Her gava ku berê xwe dida gorê, cendekê Seydo yê bibirîn dihat ber çavên wî. [5332 aydogan_res] Gava ku di bin wê barana bi roj de hatibû ser gorê, ev tişt nehatibû bîrê. [5333 aydogan_res] Demeke dirêj bi wî awayî sekinî. [5334 aydogan_res] Ji cihê xwe tev jî neliviya. [5335 aydogan_res] Dinya reş û tarî bûbû. [5336 aydogan_res] Dengê fizîna bê, bitenêtiya wî bêtir dianî bîra wî. [5337 aydogan_res] Deng mengên tenekeyên ku li ser kolanê ji ber bê dileqiyan, carê ew ditirsand. [5338 aydogan_res] Di nav wê reşahiyê de, carinan çavên wî ew dixapand û wî digot qey dûmanek ji ser goran ber bi jorê ve bilind dibe. [5339 aydogan_res] Dû re, ew dûman dibû beş bi beş û her beşek dibû pîrhebokek û ber bi wî ve dihat. [5340 aydogan_res] Her gava ku weha dibû, çavên xwe diqirpandin û didît ku ji tirsan, van tiştan dibîne. [5341 aydogan_res] Wext derbas nedibû. [5342 aydogan_res] Pêjina însanekî jî nedihat. [5343 aydogan_res] Mirov digot qey her ku diçe dinya tarîtir dibe. [5344 aydogan_res] Herçî ba bû, mîna ku ew jî westiyabe, leza xwe kêm kiribû. [5345 aydogan_res] Robîn ji bo ku ji gorên dora xwe netirse û tiştên ku tirsê têxe dilê wî neyne bîra xwe, li ser hevdu çixare pêdixistin. [5346 aydogan_res] Hingî li wira rûniştibû û ziq li aliyê derî niherîbû, çavên wî jî qerimîbûn. [5347 aydogan_res] Pakêta wî hindik mabû ku xelas bibe. [5348 aydogan_res] Ber lingên xwe tije boçikên çixareyan kiribû. [5349 aydogan_res] Çixareyeke din jî pêxist û ya di destê xwe de ku li ber xelasbûnê bû, avêt erdê. [5350 aydogan_res] Ji nişka ve reşek ber bi çavên wî ket. [5351 aydogan_res] Weha his kir ku bizinek di ber deriyê gorê re bihurîbû û li aliyê wî niherîbû. [5352 aydogan_res] Ji çavên bizinê, sorahiyeke piçûk fûriyabû. [5353 aydogan_res] Di piçûkaniya wî de jê re hatibû gotin ku carinan pîrhebok xwe dixin şiklê bizinan û derdikevin hemberî mirov. [5354 aydogan_res] Tirsiya. [5355 aydogan_res] Dikira bibizdiya. [5356 aydogan_res] Nema wêrîbû li wî aliyî binihere, lê ji bo ku tirsa xwe ji ser xwe biavêje, rabû ser xwe û li aliyê ku reş ber bi çavên wî ketibû niherî. [5357 aydogan_res] Tu tişt xuya nedibû. [5358 aydogan_res] Newêrîbû derketaya û bidaya pey wî reşî jî. [5359 aydogan_res] Dîsa li şûna xwe rûnişt û mîna berê, bala xwe da aliyê derî. [5360 aydogan_res] Vê carê, hebekî bêtir tirsiyabû. [5361 aydogan_res] Bes tu carî negot ku ka ez çima ji vê goristanê dernakevim. [5362 aydogan_res] Ew ê li wira bimaya. [5363 aydogan_res] Ev biryareke qet’î bû. [5364 aydogan_res] Ji ber ku li du tiştên din hay bûbû. [5365 aydogan_res] Dabû ser şopa Bişêr, ev yek; ya duduyan jî ne mimkûn e ku şopa Bişêr ji xweber derketaya ser riya wî. [5366 aydogan_res] Va ye, beyî xwe hat vegeriya ser gora Seydo jî. [5367 aydogan_res] Belkî ev yek fantaziyeke vala be jî lê digel lêhaybûna xwe ya li ser fantazîbûna van tiştan, carinan mirov ji fantaziyên xwe jî bawer dikin. [5368 aydogan_res] Tiştê ku ew bi jiyanê ve girê dida jî ev bû ji xwe. [5369 aydogan_res] Rehetiya mirov ya jiyanê û hizûra wî çi qasî kêm be, fantaziyên wî jî ewqasî pir dibin û xurt dibin. [5370 aydogan_res] Wî jî nema dizanîbû bê ev çend saet in ku li ber gorê rûniştiye. [5371 aydogan_res] Pakêta wî qediyabû. [5372 aydogan_res] Pelçiqandibû û ew jî avêtibû cem boçikan. [5373 aydogan_res] Westiyabû. [5374 aydogan_res] Di nav hezar celebên ramanan de û bi tirsa ku miriyek rabe û were dest têxe qirika wî, an jî pîrhebokek xwe têxe şiklê bizinekê û were xwe biavêje ser wî, serê wî ketibû ber û di xew re çûbû. [5375 aydogan_res] Hêyv nêvî bûbû û diket paş ewrên nexuyayî. [5376 aydogan_res] Ezman hêdî hêdî bi temamî reş û tarî dibû. [5377 aydogan_res] Destekî mezin hêdîka hat û li ser milê wî sekinî. [5378 aydogan_res] Robîn bi xwe nehisiya. [5379 aydogan_res] Wî destî carekê ew hejand û Robîn ji nişka ve çavên xwe vekirin. [5380 aydogan_res] Gava ku li xwe hay bû bê li kû ye û di wê tariyê de çav li kesê hember xwe ket, ji tirsa xwe tu nemabû ku laşê wî giş bibûya qêrîn û biteqiya. [5381 aydogan_res] Destekî din hat û li ser devê wî sekinî. [5382 aydogan_res] Lal bûbû. [5383 aydogan_res] Serê wî gêj bû. [5384 aydogan_res] Ber çavên wî reş bû. [5385 aydogan_res] Dikira ji ser hişê xwe ve biçûya, zingîniya sîleyekê ji bin guhê wî hat. [5386 aydogan_res] Mîna ku mirov darekê bihejîne, ew jî carekê hejiya. [5387 aydogan_res] Bi dû re, sîleyeke din jî lê ji ya berê xurttir… [5388 aydogan_res] Çavên wî vebûn. [5389 aydogan_res] Ziq li kesê hember xwe niherî. [5390 aydogan_res] Dikira dîsa mina bîstika din ji ser hişê xwe ve biçûya, dengê nerm yê kesê hember ku mirov digot qey ji binê bîreke kûr dihat, ew şiyar kir. [directspeech aydogan_res] Robîn! [5391 aydogan_res] Robîn dev ji livandina xwe berda, xwe di nav lepên wî de rast kir. [5392 aydogan_res] Wî kesî ew hêdîka berda û sekinî. [5393 aydogan_res] Ruyê wî bi zorê xuya dibû, lê Robîn dikarîbû tê derxistaya ku kesê hemberî wî yekî weha qilafetgirs bû. [5394 aydogan_res] Piştî ku hebekî din lê niherî, ruyê kesê hemberî wî bi carekê ve biriqî û ew ruyê mîna ku nûr jê dibariya derket holê. [5395 aydogan_res] Rîha wî ya ku ji adetê dirêjtir bû, bi dû re jî porê wî yê dirêj ku ji paşiyê ve hûnandibû, xuya bû. [5396 aydogan_res] Hilma xwe bi zorê distend. [5397 aydogan_res] Sînga wî bi lez radibû û dadiket. [5398 aydogan_res] Piştî ku hilma wî hat ber wî û wî ew kesê li hember xwe nas kir, dilê wî bêtir rehet bûbû. [5399 aydogan_res] Bi çavên biberger li ruyê wî kesî diniherî. [directspeech aydogan_res] Alî min bike! [5400 aydogan_res] Rêyekê bide ber min! [5401 aydogan_res] Ez xulam, ez di dexlê te de me... [5402 aydogan_res] Serê xwe hêdîka bera ber xwe da û giriya. [5403 aydogan_res] Heke negiriyabûya, belkî dê nikarîbûya hêrsa xwe vala bikira. [directspeech aydogan_res] Ji bo Xwedê! [5404 aydogan_res] Rêyekê bi ber min bixe. [5405 aydogan_res] Min xelas bike... [5406 aydogan_res] Kesê hember wî dîsa bi wî dengê xwe yê ku mirov ecêbmayî dihişt û dixist bin bandora xwe, got: [directspeech aydogan_res] Min berê jî ji te re gotibû, Robîn. [5407 aydogan_res] Ez nikarim tu riyan bi ber te bixim û ji bilî te, tu kes nikare te xelas bike. [5408 aydogan_res] Zilamê Kal serê xwe rakir û li ezmanê ku bêhna sibeheke nû jê dihat niherî. [directspeech aydogan_res] Binere, rojeke nû dike hilê. [5409 aydogan_res] Tu ji bo çi ewqasî bi rik î? [5410 aydogan_res] Tu hema xwe bi destên van xeyalan de berdidî. [5411 aydogan_res] Bes e, êdî li xwe binere. [5412 aydogan_res] Tiştekî bike. [5413 aydogan_res] Serê Robîn di ber wî de bû. [5414 aydogan_res] Zilamê Kal piştî ku hebekî bala xwe dayê, got: [directspeech aydogan_res] Tiştekî bike, Robîn! [5415 aydogan_res] Tiştekî nû ku bikaribe hemû jiyana te [5416 aydogan_res] biguherîne... Zilamê Kal destê xwe dîsa danî ser milê wî, mist da û dubare kir: [directspeech aydogan_res] Divê tu tiştekî bikî, Robîn. [5417 aydogan_res] Tiştekî nû... [5418 aydogan_res] Peyva wî ya dawiyê, çend caran di guhên Robîn de olan da û belav bû. [5419 aydogan_res] Bayekî hênik hat û xwe li nav porê wî xist. [5420 aydogan_res] Qerisî. [5421 aydogan_res] Gava ku serê xwe rakir, Zilamê Kal dîsa wenda bûbû; lê dengê wî hê di guhê Robîn de olan dida: [directspeech aydogan_res] Tiştekî bike, Robîn. [5422 aydogan_res] Tiştekî bike... [5423 aydogan_res] 5. [5424 aydogan_res] Sond... heta mirinê... çi bibe jî... [5425 aydogan_res] »tu ji nav hemû janan janekê bîne ji min re û hemû sûcên ku li te hatine birrîn...« [5426 aydogan_res] Dibe ku ji ber destê sibehê bû jî dinya pir sar bû. [5427 aydogan_res] Seqema ku hebû, kiribû ku cihokên li kêleka riyan jî qeşa bigirin. [5428 aydogan_res] Darên derûdorê giş tazî mabûn. [5429 aydogan_res] Zivistanê li Diyarbekirê, cihê xwe xweş kiribû. [5430 aydogan_res] Êdî xuya bû ku ew ê berf jî bibariya. [5431 aydogan_res] Robîn şeva çû, heta ku li ber wê seqemê ji ser hişê xwe ve çûbû, li goristanê mabû. [5432 aydogan_res] Zilamê Kal dîsa anîbû bîra wî ku divê ew tiştinan bike. [5433 aydogan_res] Nikarîbû bifikiriya. [5434 aydogan_res] Qerisîbû. [5435 aydogan_res] Îmana wî ji dinyayê çûbû. [5436 aydogan_res] Belkî di vêya de rola edembûna kincên wî û bêbiryariya wî ya li ser kirina gelek tiştan jî hebû. [5437 aydogan_res] Belkî ji ber ku di wê şevê de li derve mabû, weha difikirî. [5438 aydogan_res] Wî nema dizanîbû. [5439 aydogan_res] Ji wî pê ve, li derve tu kes tune bû. [5440 aydogan_res] Wî dizanîbû, wê saetê li derve, bi tenê qesas û araqvexwir mabûn. [5441 aydogan_res] Ew jî niha di quncik muncikan de bûn. [5442 aydogan_res] Heke hebekî din jî ber bi nava bajêr de biçûya, ne mumkun bû ku li polîsan jî rast nehataya. [5443 aydogan_res] Wê saetê û li Diyarbekirê, mirov herî bêtir ji polîsan ditirsiya. [5444 aydogan_res] Heke wan ew bidîtaya, belkî ew jî ji wî bitirsiyana. [5445 aydogan_res] Nizanîbû bê divê çi bikiraya. [5446 aydogan_res] Bi dû re, beyî ku biryarekê bide, xwe di nav wê tariyê de û bi dizî, gihandibû mala Elî. [5447 aydogan_res] Li ber derî çendekî sekinîbû. [5448 aydogan_res] Li dora xwe û li ezmên niherîbû, bi dû re hêdîka du caran li derî xistibû û sekinîbû. [5449 aydogan_res] Demekê, deng ji hundir nehatibû. [5450 aydogan_res] Di wê navê re ew jî li xwe poşman bûbû ku hatibû wira. [5451 aydogan_res] Lê bi dû re, hê ew li poşmaniya xwe difikirî, dengekî bitirs ji hundir hatibû. [directspeech aydogan_res] Kî ye? [5452 aydogan_res] Robîn gava dengê Elî seh kiribû, ketibû ber fediyê. [5453 aydogan_res] Di serî de bersiv nedabû, xwastibû bi şûn de vegere, lê bi dû re bi zorê gotibû, »ez im«. [5454 aydogan_res] Fahm kiribû, ku kesê li paş derî, dixwaze dengê wî nas bike. [5455 aydogan_res] Sekinîbû. [5456 aydogan_res] Derî hêdîka vebûbû. [5457 aydogan_res] Di wê tariyê de û tevî wê riya wî ya dirêj, Elî çawa ew nas kiribû, wî jî nizanîbû; ji wî jî nepirsîbû. [5458 aydogan_res] Eliyê Artîst, gava ku çav li hevalê xwe yê ku soza mirinê bi hev re dabû ket, mîna ku her derê wî qeşa girtibe, mat mabû. [5459 aydogan_res] Qederekê tev jî neliviyabû. [5460 aydogan_res] Hişê wî sekinîbû. [5461 aydogan_res] Ji ber ku ji xew rabûbû, bawer nekiribû ku Robîn e. [5462 aydogan_res] Gava hatibû ser hişê xwe jî ji bo ku kesek nebîne, hema zû bi zû ew kişandibû hundirê hewşê û derî girtibû. [5463 aydogan_res] Qet nepeyivîbûn. [5464 aydogan_res] Ji ber ku nedixwast tu kes bi wan bihese, lempe jî vênexistibûn. [5465 aydogan_res] Di wê tariyê de, herdu jî bê deng li hember hevdu rûniştibûn û li nefesa hevdu guhdar kiribû. [5466 aydogan_res] Bi xêra tariyê, wan ruyên xwe jî ji hevdu veşartibûn. [5467 aydogan_res] Dû re, pîreka Elî hema zû bi zû nivînê Robîn danîbû û çûbû. [5468 aydogan_res] Heta ku Eliyê Artîst rabûbû, hatibû cem Robîn û ew himbêz kiribû jî ji şûna xwe ranebûbûn. [5469 aydogan_res] Robîn di himbêza wî de giriyabû. [5470 aydogan_res] Elî pişta wî mist dabû û ew biribû ser nivînê wî, xistibû xewê. [5471 aydogan_res] Sibê zû jî jê re av germ kiribû ku xwe bişo û riya xwe kur bike. [5472 aydogan_res] Kincên nû jî anîbûn, li paş deriyê serşokê daliqandibûn. [5473 aydogan_res] Heta piştî taştê jî nepeyivîbûn. [5474 aydogan_res] Bi dû re, Robîn bi dengê xwe yê westiyayî jê re gotibû, »ez ê tiştekî ji te bixwazim, Artîst.« Hê bi wî navî bangî wî dikir. [5475 aydogan_res] Kêfa Elî hatibû bi vêya, dîmenên berê hatibû ber çavên wî, xemgîn bûbû û meraq jî kiribû bê Robîn çi dixwaze. [5476 aydogan_res] Robîn gotibû, »ji bo xatirê hevaltiya me, heta demekê ji kesî re nebêje ku te ez dîtime.« Serê Elî bi wê gotinê re ketibû ber. [5477 aydogan_res] Lê, negotibû »çima«. [5478 aydogan_res] Nepirsîbû. [5479 aydogan_res] Tevî ku hewil dabû ku wî fahm bike jî tu mahne nedabû wê xwasteka wî. [5480 aydogan_res] Hema serê xwe bi mahneya ku bibêje »bila be,« hejandibû û mabû. [5481 aydogan_res] Heta Robîn beyî ku tiştekî din bibêje derketibû jî nepeyivîbûn. [5482 aydogan_res] Gava Robîn ji mala Elî derket, bêhtir li jiyana wî fikirî. [5483 aydogan_res] Ji xwe re malek ava kiribû. [5484 aydogan_res] Zewicîbû. [5485 aydogan_res] Heyata wî ketibû ser riya xwe û diçû. [5486 aydogan_res] Lê ya wî? [5487 aydogan_res] Yê wî, ew di refê qulingan de yekî nefîkirî bû û mehkûmî vê jiyana xwe bûbû ku êdî tu tahma wê nemabû... [5488 aydogan_res] Tew zewac, zarok û malbat...! Ew nikare xwe di wê rewşê de bifikire jî. [5489 aydogan_res] Li ber deriyê girtîgehê, qelebalixa ku gelek caran bala herkesê ku di wira re dibihurî dikişand, tune bû. [5490 aydogan_res] Qey ne roja hevdîtinê bû. [5491 aydogan_res] Leşkerê qamkinik ku bêvila wî ji serma sor bûbû, hingî Robîn ajotibû ser wî, hew di ber xwe de dabû û ji bo ku ji serleşkerê xwe bipirse, çûbû wê avahiya piçûk a ku bi qasî sed mitroyan ji derî dûr bû. [5492 aydogan_res] Piştî pênc-şeş deqîqeyan, bi leşkerekî din re xuya bû ku herdu destên xwe dabûn paş xwe û paçikeke sor bi milê wî yê çepê ve bû. [5493 aydogan_res] Qama vî leşkerî ji yê din dirêjtir bû û qilafetekî wî yê girs jî hebû. [5494 aydogan_res] Ne ji bêvila wî ya dirêj bûya, tew kes bi serê wî yê piçûk jî nedihisiya. [5495 aydogan_res] Pir bi quretî dimeşiya. [5496 aydogan_res] Leşkerê ku vê dawiyê hat, ji bo Robîn bitirsîne, bi awayekî hêrsbûyî awirin dan wî. [5497 aydogan_res] Mîna ku li dijminê xwe binere û dike sixêfan bike, li wî diniherî. [5498 aydogan_res] Digel ku ji çavên wî xuya dibû ku ew ne yekî ewqasî qure bû jî dixwast xwe weha nîşan bide. [5499 aydogan_res] Robîn bi psîkolojiya leşkerên weha baş dizanîbû. [5500 aydogan_res] Ev leşkerên ku rutbeya wan piçûk bû, gava ku derdiketin hemberî xelkê û tew ku tu kesî din li ser serê wan nebûya, mîna ku hertişt ji wan dihat pirsîn tev digeriyan. [5501 aydogan_res] Leşkerê ku quretî dikir, ji serî heta binî li Robîn niherî. [5502 aydogan_res] Dû re, li leşkerê kêleka xwe zivirî. [5503 aydogan_res] Leşkerê nobedar, li ber wî herdu destên xwe dabûn ber çîpên xwe, sînga xwe ber bi pêş ve rakiribû û sekinîbû. [5504 aydogan_res] Ji bo ku qama wî hebekî dirêjtir xuya bibe, carê xwe radikir ser tiliyan jî. [5505 aydogan_res] Ma yê ku dixwaze wî terorîstî bibîne, ev e? [5506 aydogan_res] Leşkerê qamkinik bi carekê ve bersiv dayê. [5507 aydogan_res] Belê, Serleşkerê min! [5508 aydogan_res] Leşkerê qure diranên xwe şidandin û li Robîn zivirî. [5509 aydogan_res] Min xelet nebihîst, ne weha? [5510 aydogan_res] Tu dixwazî wî terorîstî bibînî. [5511 aydogan_res] Robîn fahm kir bê vî leşkerê ha dixwast çi bibêje, lê xwe li nezaniyê danî. [directspeech aydogan_res] Weleh, ez nizanim. [5512 aydogan_res] Yê ku ez dixwazim wî bibînim, navê wî Şêxo ye. [5513 aydogan_res] Leşkerê qurê ji bo ku peyva wî bi ser ya Robîn bikeve û li ber leşkerê xwe nekeve rewşeke nebaş, xwe hêrs kir, dengê xwe bilind kir. [directspeech aydogan_res] Qeşmeriya neke, ûlen! [5514 aydogan_res] Em dizanin bê tu behsa kîjan kûçikî dikî! [5515 aydogan_res] Kenê Robîn bi vê quretiya wî ya derewîn hat, bes nehişt ku kenê wî derkeve derve. [directspeech aydogan_res] Here roja sêşemê were! [5516 aydogan_res] Îro, ne roja hevdudîtinê ye. [5517 aydogan_res] Robîn fahm kir ku heke li ber negere, nahêle têkeve hundir. [5518 aydogan_res] Tam gava ku ew ê li dû xwe biziviriya, bi dengekî kubartir bangî wî kir. [directspeech aydogan_res] Serleşkerê min! [5519 aydogan_res] Leşkerê qure bi vê bangkirinê hebekî din pesinî û sînga xwe bilind kir. [5520 aydogan_res] Vê carê, awirên wî ji yên berê nermtir bûbûn. [5521 aydogan_res] Çavên wî diçirisîn. [5522 aydogan_res] Bi wê kêfê, mîna zarokekî bû. [directspeech aydogan_res] Serleşkerê min, ez ji Stenbolê hatime vira. [5523 aydogan_res] Ez li wira di şîrketekê de dixebitim û ji ber ku destûra min xelas dibe, divê ez vê êvarê bi rê ve bikevim. [5524 aydogan_res] Min bilêta xwe ya balafirê jî girtiye. [5525 aydogan_res] Ez di bextê te de me, hela bê tu nikarî tiştekî bikî ji bo min. [5526 aydogan_res] Leşkerê qure dîsa bi awayê kesê hemberî xwe piçûk dibîne, li wî niherî. [5527 aydogan_res] Bala xwe da kincên wî. [5528 aydogan_res] Bi dû re li porê wî niherî, bala xwe da berçavka wî ya bêçarçove ku heqê wê pereyekî pir bû û ruyê wî yê xweşik û birqokî ku qet nedişibiya yê Diyarbekiriyan. [directspeech aydogan_res] Weleh... ez nikarim tiştekî bikim. [5529 aydogan_res] Lê, ez bala xwe didim te, tu naşibî wan kesên xerab. [5530 aydogan_res] Çi têkîliya te bi vî kûçikî re heye? [directspeech aydogan_res] Ezbenî, ev deh salên min in ku ez li Stenbolê mim. [5531 aydogan_res] Gava min li heval mevalên xwe yên mektebê pirsî, ez hîn bûm ku Şêxo li vira ye, min jî got hema ez seriyekî bidim wî. [5532 aydogan_res] Ketibe ser rêyeke xerab û cahiliyek kiribe jî hêvalê mirov e. [5533 aydogan_res] Weke hûn jî dizanin, mirov nikare hêvalên xwe yên berê nebîne û here. [5534 aydogan_res] Leşkerê ku bala xwe dabû tirkiya Robîn a kubar û delal, destekî xwe bir jêra lêva xwe, çenga xwe hebekî xwirand û sekinî. [5535 aydogan_res] Bi dû re got: [directspeech aydogan_res] Baş e. [5536 aydogan_res] De hela ka tu bisekine. [5537 aydogan_res] Ez ji serleşkerê xwe re jî bibêjim. [5538 aydogan_res] Heke [5539 aydogan_res] bihêle, belkî ez ê bikaribim te ji bo demeke kurt berdim. [5540 aydogan_res] Robîn tavilê ji bo nermkirina wî, hewildaneke din kir. [directspeech aydogan_res] Ez ê mînetdarê te bim, ezbenî. [5541 aydogan_res] Leşkerê qure, yê nobedar li wira hişt û çû dîsa ket hundir. [5542 aydogan_res] Piştî deh deqîqeyan, dîsa xuya bû. [5543 aydogan_res] Gava ku ji hundir derket, herdu destên wî li ber çîpên wî bûn û bi paş ve derketibû, lê bi dû re gava ku berê xwe da wan, dîsa destên xwe danîn paş xwe, sînga xwe rakir û dîsa bû qureyê berê. [5544 aydogan_res] Bi gavin giran ber bi derî ve hat. [5545 aydogan_res] Ji bo ku derî li Robîn veke, bi destekî xwe işaretek da leşkerê nobedar. [5546 aydogan_res] Robîn nasnameya xwe da destê leşkerê nobedar û alav malavên ku dikare xeter ji wan çêbibe jî li hundirê qulûbeya wî danîn. [5547 aydogan_res] Wê gavê, dengê leşkerê qure hat bihîstin: [directspeech aydogan_res] Bi tenê, ji bo deh deqîqeyan, ha! [5548 aydogan_res] Tu careke din jî neyê ziyareta vî dêqahpî. [5549 aydogan_res] Robîn bi wê peyva wî ya dawiyê, hebekî hêrs bûbû jî dengê xwe nekir. [5550 aydogan_res] Gava di ber wî re bihurî, destê xwe yê rastê danî ser sînga xwe û got: [directspeech aydogan_res] Spas, ezbenî. [5551 aydogan_res] Xwedê ji we razî be. [5552 aydogan_res] Robîn da pey leşkerê nobedar î kinik û ber bi avahiyên mezin ku dixana reş bi ser serê wan ketibû, meşiyan. [5553 aydogan_res] Li pey leşkerê nobedar dimeşiya û carê bala xwe dida hewşa girtîgehê jî. [5554 aydogan_res] Leşkerê qure ku hê di pey wan re diniherî, di bin simbêlan re dikeniya û serê xwe kil dikir. [5555 aydogan_res] Ev avahî ku hingî kevin bûbûn, mirov digot qey dê bi derbekê hilweşin. [5556 aydogan_res] Cihê ku mehkûm lê diman jî ev der bû. [5557 aydogan_res] Li dora wan, li ser dîwarên bilind, qulûbeyên nobedaran hebûn. [5558 aydogan_res] Li rasta qulûbeyan, ser dîwaran, seranser bi têlan hatibûn bilindkirin. [5559 aydogan_res] Ev girtîgeha navdar ku gelek girtiyên bi nav û deng lê mabûn û ji ber vê xusûsiyeta xwe bûbû mijara gelek pirtûkan, tirseke mezin dixist dilê mirovê ku di ber re dibihurî. [5560 aydogan_res] Bayê cemidî ruyê mirov wek ku gwîzan lê ketibe, diêşand. [5561 aydogan_res] Ji ber wê bêdengiya doraliyê, girtîgehê mîna avahiyeke ku tu kes bi ser de nayê û bêxwedî mabû xuya dikir. [5562 aydogan_res] Gava gihaştin ber avahiyeke ji wan avahiyên mezin, berê, çavên wî bi nivîsa ku li ser derî hatibû daliqandin ket. [5563 aydogan_res] Li ser wê avahiya kevin mîna pîneyekî xuya dibû. [5564 aydogan_res] Li ser tabelayeke nû û reş ku dibiriqand, bi nivîseke mezin û zer hatibû nivîsandin: [5565 aydogan_res] »Ne Mutlu Türküm Diyene« [5566 aydogan_res] Di bin wî deriyî re derbas bûn û ketin hundir. [5567 aydogan_res] Herduyan li qorîdorê, berê xwe da odeyeke piçûk. [5568 aydogan_res] Leşkerê qamkinik nasnameya Robîn da zilamekî sivîl î simbelboq û tiştin di guhê wî de gotin. [5569 aydogan_res] Yê sivîl di bin çavan re li Robîn niherî, mahdê xwe tirş kir û jê re got: [directspeech aydogan_res] Derkeve û li ber derî bisekine! [5570 aydogan_res] Piştî gavekê, zilamê simbêlboq derket. [5571 aydogan_res] Bi awirin tûj dîsa li Robîn niherî û lêva xwe xwar kir. [5572 aydogan_res] Robîn bi wî û awirên wî yên xerab hisiyabû, lê mîna ku hayê wî ji tiştekî nebe, ji xwe re li dora xwe diniherî. [5573 aydogan_res] Zilêm di ber xwe de kir niçe niç û meşiya. [5574 aydogan_res] Ket neqebekê û wenda bû. [5575 aydogan_res] Dengên lingan, mifteyan, deriyan, însanan bi dû hev re hatin bihîstin. [5576 aydogan_res] Leşkerê qamkinik hat cem Robîn û ew bi xwe re bir odeyeke din. [5577 aydogan_res] Ode bi hesinên ku ber bi jorê ve bilind dibûn û nedihiştin mirov derbasî aliyê din bibin, bûbû du beş. [5578 aydogan_res] Li herdu aliyên hesin jî herkê kursiyek hatibû danîn. [5579 aydogan_res] Aliyê din, ji aliyê ku Robîn lê bû firehtir xuya dikir. [5580 aydogan_res] Deriyekî din jî di wira de hatibû vekirin. [5581 aydogan_res] Wê gavê, Robîn têgihişt ku ew ê Şêxo di wê derê re bînin. [5582 aydogan_res] Leşker çû pişta xwe da dîwêr û sekinî. [5583 aydogan_res] Robîn destûr jê xwast û çixareyek ji bêrîka xwe derxist. [5584 aydogan_res] Guhê xwe da aliyê din, lê tu deng ji wî alî nedihat. [5585 aydogan_res] Çixareya xwe xelas kir û di pencereya kêleka xwe re avêt derve. [5586 aydogan_res] Bîstikekê li derve niherî. [5587 aydogan_res] Berfê hêdî hêdî dest pê kiribû. [5588 aydogan_res] Piştî ku bala xwe hebekî dayê, bi berfê re xemeke giran xwe li dilê wî girt. [5589 aydogan_res] Niha, mîna ku li filîmekî kevin temaşe bike, dihat bîra wî. [5590 aydogan_res] Ew di zarokatiya xwe de, her gava ku berf dibariya, bi kêf û bi heyecan direviya derve û xwe li ser erda berflêgirtî diavêt erdê. [5591 aydogan_res] Kîjan nasê wî di wira re derbas bibûya, bi topikên berfê êrîşî wan dikir. [5592 aydogan_res] Ji ber ku berf hercar nedibariya, çi lîstikên li ser berfê bihatana bîrê, giş di carekê de dilîstin. [5593 aydogan_res] Bûka berfê çê dikir, wî û zarokên cîranan li ser berfê bi topê dilîst. [5594 aydogan_res] Derdiketin ser dîwaran û xwe diavêt ser berfê. [5595 aydogan_res] Di nav berfê de dimeşiyan. [5596 aydogan_res] Tew berfdimsk bi tu tiştî nedida. [5597 aydogan_res] Leşkerê ku pişta xwe dabû dîwêr û li wî diniherî, fahm kir bê Robîn di wê berfê de çi dibîne. [5598 aydogan_res] Li ser tûtikan rûnişt û bala xwe dayê. [5599 aydogan_res] Heta ku dengê lingan ji wî aliyê hesinan nehat jî ranebû ser xwe û xwe rast nekir. [5600 aydogan_res] Bi dengê lingên ku di qorîdorê de olan dida, Robîn jî li xwe zivirîbû. [5601 aydogan_res] Ji xwe, wê dîmena berfê ew biribû bîranînên zarokatiya wî û kiribû ku kela girî têkeve qirika wî. [5602 aydogan_res] Gava ku deng hatibûyê, êdî çongên wî sist bûbûn û bi zorê xwe gihandibû heta ber hesinan. [5603 aydogan_res] Ne dengê lingên kesekî bi tenê bû. [5604 aydogan_res] Xuya bû ku du kes dihatin. [5605 aydogan_res] Lê kesên ku dihatin, hêdî hêdî dimeşiyan. [5606 aydogan_res] Dengê lingan kêm kêm dihat û carê jî dihat birîn. [5607 aydogan_res] Deriyê hesinî ku li aliyê din bû, vebû. [5608 aydogan_res] Piştî gavekê, zilamê simbêlboq di bin çengê yekî din de xuya bû û ew ber bi hesinan ve anî. [5609 aydogan_res] Hê du-sê gav mabûn ji hesinan re, Şêxo sekinî û li Robîn niherî. [5610 aydogan_res] Zilamê simbêlboq ew hişt û bi paş de vekişiya. [5611 aydogan_res] Wî jî weke yê leşker, xwe da ber dîwêr û bala xwe da wan. [5612 aydogan_res] Robîn dikira ew nas nekiraya. [5613 aydogan_res] Herçî Şêxo bû, berê ne ewqasî zeîf bû, lê niha mîna kalên heftêsalî, pişta wî xûz bûbû û bi zorê dimeşiya. [5614 aydogan_res] Porê wî jî tev de weşiyabû. [5615 aydogan_res] Berî ku Robîn bi malbata xwe re here Stenbolê, bi qasî pênc salan hevaltî bi hevdu re kiribû. [5616 aydogan_res] Di wê maweyê de, gelek tişt bi hevdu re kiribûn. [5617 aydogan_res] Ji bo hevdu gelek caran ketibûn nava şerên mezin û zilam jî birîn kiribûn. [5618 aydogan_res] Mirov digot qey navika wan bi hevdu re hatibû birîn. [5619 aydogan_res] Her bi hev re bûn. [5620 aydogan_res] Li Diyarbekira ku tirsê ew dagir kiribû, wan cesaret ji hevdu werdigirt û bi hevdu re bi mêrxasî li hember xezeba tirsê radiwestiyan. [5621 aydogan_res] Bi stranên xwe, bi govendên xwe, bi pêywendiyên xwe û bi evînên xwe, ne li qedexeyan guhdarî dikir û ne jî tu sînor nas dikirin. [5622 aydogan_res] Ew wê demê, bi baweriya xwe ya bi hevdu, bi misteweya xwe ya têgihîştinê û bi wêrekbûna xwe ji bo gelek xortan nimûne bûn. [5623 aydogan_res] Gava ku herdu bi hevdu re bûna û tew Selman û Elî jî li kêleka wan bûna, tu kesî newêrîbû derketaya ser riya wan. [5624 aydogan_res] Herkesî ew baş nas dikirin. [5625 aydogan_res] Şêxo ji destê xwe re pir baş bû. [5626 aydogan_res] Robîn jî ne kêmî wî bû. [5627 aydogan_res] Ew jî bi desthilanîn bû. [5628 aydogan_res] Herkesî bi vêya dizanîbû. [5629 aydogan_res] Piştî kuştina Seydo, wî û Şêxo û Selman bi hevdu re biryar dabû ku jiyana bajêr terk bikin. [5630 aydogan_res] Lê hê wan xwe baş amade nekiribû, Resûl Beg nexweş ketibû. [5631 aydogan_res] Wê gavê, Robîn ji mecbûrî biryara xwe guhertibû û li bajêr mabû. [5632 aydogan_res] Ji bo ku ew ji biryara xwe vegeriyabû, yên din jî neçûbûn. [5633 aydogan_res] Giş bi carekê ve hatin ber çavên wan û bihurîn. [5634 aydogan_res] Wê demê, hemû derdên xwe ji hevdu re digotin. [5635 aydogan_res] Carinan, gava ku wan hew dikarîbû li hember bitenêtiya êvarên ku tu kesî newerîbû derketaya derve debar bikiraya, serên xwe datanîn ser milên hevdu û digiriyan. [5636 aydogan_res] Gava ku yek ji wan nexweş diket, yê din heta sibehê li ber serê wî rûdinişt û ji bo ku tişt bi hevalê wî neyê, tevî ku bawer nedikir jî dia dikir. [5637 aydogan_res] Dihat gotin ku tu hevaltiya di ser ya wan re heram e. [5638 aydogan_res] Heta mirinê jî dilên wan dê bi hevdu re bûna. [5639 aydogan_res] Gava ku Robîn wê şeva dawiyê xatir ji wî xwastibû, herduyan hevdu himbêz kiribû û bi hevdu re sûnd xwaribû. [directspeech aydogan_res] Em tu carî hevdu ji bîr nakin. [5640 aydogan_res] Heta mirinê... Çi bibe jî... [5641 aydogan_res] Şêxo, çer ku çav li Robîn ket, hêdîka pişta xwe rast kir û sekinî. [5642 aydogan_res] Nedixwast ku di wê rewşa xerab de derketaya hemberî destbirakê xwe yê mirinê, lê belê... [5643 aydogan_res] Destên xwe dirêj kirin û xwe bi hesinan ve girt. [5644 aydogan_res] Çavên wî yên ku kerba salan tê de diyar dibû, bi hesreta salan ji nişka ve tije hêsir bûbûn, sor bûbûn û hêsir ji bo herikandinê li hemanan bûn. [5645 aydogan_res] Di nav hesinan re bi destên hevdu girt û mist dan. [5646 aydogan_res] Şêxoyê ku gava hatibû girtin sal û nîvekê di îşkenceyê de mabû û negotibû ay jî li ber vê hevdudîtina ku wî qet hêvî nedikir û ji nişka ve pêk hatibû, hew xwe li ser lingan zevt kir û hêdîka xwarî erdê bû, li ser çongên xwe sekinî. [5647 aydogan_res] Robîn jî bi wî re xwe bera jêrê da. [5648 aydogan_res] Destên wan di nav hev de, bi çavên westiyayî ku dixwazin gelek tiştan ji hevdu re bibêjin, li hev diniherî. [5649 aydogan_res] Şêxo, ji bo ku negirî, lêva xwe gez kiribû. [5650 aydogan_res] Robîn lê hay bû ku Şêxo destê wî dieciqîne. [5651 aydogan_res] Wê gavê, fahm kir ku hevalê wî ji ser hişê xwe ve çûye û ji bo ku negirî, xwe dişidîne. [5652 aydogan_res] Şêxo hew xwe girt, lêva wî hêdîka ricifî. [5653 aydogan_res] Hêsirên çavan xwe hêdî hêdî bera jêrê da. [5654 aydogan_res] Dû re, serê xwe bera ber xwe da û bû kûr kûra wî... [5655 aydogan_res] Digel ku Robîn xwe ji berê de, ji bo vê rewşê amade kiribû û ji xwe re gotibû »ez nagirîm«, niha ew jî digiriya. [5656 aydogan_res] Lê, dil li tu emiran guhdarî nedikir. [5657 aydogan_res] Ew filîmê kevin dîsa hat ber çavên wî. [5658 aydogan_res] Hemû demên ku ew bi hevdu re jiyabûn... Kêf... henek... lîsk... şer... xeyalkirina tiştên nedîtî... evînên nîvcomayî... girî... hesret... [5659 aydogan_res] Wê gavê, hînî tiştekî din jî dibû. [5660 aydogan_res] Dû re, wî ê ev tiştê nû, di helbesteke xwe de binivîsandaya û her ku wî ew helbest bixwenda jî ew ê ji nû ve biçûya wan rojan û bigiriya: [5661 aydogan_res] »her tişt, di dema xwe de tête jiyîn, bes di hişê mirov de dimînin hemû bîranîn tu tişt bi şûn de venagere... » [5662 aydogan_res] Xwast ku bipeyive, bes mejî hew dixebitî. [5663 aydogan_res] Li ruyê hevalê xwe niherî. [5664 aydogan_res] Mîna ku bixwaze wî himbêz bike, lê niherî. [5665 aydogan_res] Hêsir ji çavên wî diniqutîn xwarê. [5666 aydogan_res] Peyv bi zorê anîn ser hev. [5667 aydogan_res] Carê jî disekinî û bêvila xwe dikişand. [5668 aydogan_res] Ma gelo gava mirov hevalekî xwe yê bi vî rengî dibîne, dikare çi bibêje? [5669 aydogan_res] Şêxo... Hevalê heta mirinê. [5670 aydogan_res] Niha, çi qasî belengaz û neçar mabe, ew çend jî xurt û bixwebawer bû. [5671 aydogan_res] Bes xuya bû ku pir dilşikestî bû. [5672 aydogan_res] Kerba salan û rewşa wî ya xirab ku dest û lingên wî girê dabûn, dikarîbû di ruyê wî yê bikeser û çavên wî yên xembar de bihataya dîtin. [5673 aydogan_res] Mîna ku ji şerekî mezin derketibe. [5674 aydogan_res] Birîndar. [5675 aydogan_res] Têkçûyî. [5676 aydogan_res] Westiyayî. [5677 aydogan_res] Dilşikestî... Dilê mirov bi wî dişewitî. [5678 aydogan_res] Piştî bêdengiyeke ku herdu jî birin wan rojên berê û serên wan li hember vê rewşê ji neçarî tewandin, Robîn bi dengê xwe yê westiyayî û lerzokî, got: [directspeech aydogan_res] Ez... ez hatim sûnda xwe nû bikim, Şêxo... Tu jî heyî?.. [5679 aydogan_res] Gava nasnameya xwe ji destê leşkerê qamkinik girt, çavên wî dîsa dageriyan ser wan avahiyên ku niha di ber re bihurîbû. [5680 aydogan_res] Kîn û kerba dilê wî, xwe ji ruyê wî û niherînên wî dida der. [5681 aydogan_res] Hêrsa wî bêhna wî diçikand û dihişt. [5682 aydogan_res] Şêxoyê ku bûbû nîvînsan, Şêxoyê ku berê xurtê xurtan bû... [5683 aydogan_res] Dilê yê leşker jî bi wan şewitîbû. [5684 aydogan_res] Gava herduyan li hundir wê odeka ku bi hesinan bûbû du beş, destên xwe di nava wan hesinan re dirêjî hevdu kiribûn û mist dabûn, mîna ku agirek bi dilê wî jî bikeve, ji nişka ve janekê xwe li sînga wî girtibû û wî wê gavê berê xwe dabû alî, debar nekiribû ku li wan temaşe bike. [5685 aydogan_res] Ji lewre, rewşa wan fahm kiribû. [5686 aydogan_res] Mîna ku Robîn nexweşekî li ber mirinê be û bixwaze alîkariyê bi wî bike, bi kubarî kaxizên wî dabûn wî. [5687 aydogan_res] Heta ku çûbû jî ji paş deriyê hesinî lê niherîbû. [5688 aydogan_res] Serê xwe bi mahneya ku bibêje »erê...« bi kerb hejandibû. [5689 aydogan_res] Robîn di tevliheviya hisên yekî ku di şerekî hebûn û nebûnê de têkçûyî û hertiştê xwe wendakirî de, serî di ber de dimeşiya. [5690 aydogan_res] Hêsirên wî hê zuha nebûbûn. [5691 aydogan_res] Dilê xwe hîn jî li girî rehet nekiribû. [5692 aydogan_res] Ne bayê li derve xema wî bû, ne jî sola wî ya ku di nav heriyê de mabû. [5693 aydogan_res] Beyî hayê xwe, dabû nav heriyê û dimeşiya. [5694 aydogan_res] Tew carinan, mîna ku ji xwe re bi tiştekî bilîze, lingê xwe li çiravê jî dixist. [5695 aydogan_res] Ne li ser hişê xwe bû. [5696 aydogan_res] Digiriya. [5697 aydogan_res] Êdî hertişt ji xweber zelal dibûn. [5698 aydogan_res] Zaroktî, hevalbendî, evîndarî... Hertişt çûbûn. [5699 aydogan_res] Di şûna wan de, êdî tu tişt nemabû. [5700 aydogan_res] Bes keser... Bes kerb... Û ruyê hin hevalên berê. [5701 aydogan_res] Selman, Hemdîn, Elî... Di ser gişan re jî rewşa Şêxo dê her di bîra wî de bimaya û tu carî jî ji ber çavên wî neçûya. [5702 aydogan_res] Ma gava mirov hevalekî xwe yê bi vî rengî di rewşeka weha de bidîtaya, dikarîbû li çi bifikiriya gelo?... [5703 aydogan_res] Seqema mîna ku gwîzanekî tûj li ruyê mirov bixe, ruyê wî kiribû mîna qalibekî qeşayê. [5704 aydogan_res] Bêvila wî sor bûbû. [5705 aydogan_res] Diherikî. [5706 aydogan_res] Wî hay ji xwe tune bû. [5707 aydogan_res] Heta ku ew teqsiya ku hindik mabû li bin guhê wî bixe, bi frênekê li ser erda qeşagirtî çerixî û bi dijwarî li ber wî sekinî jî li xwe hay nebûbû. [5708 aydogan_res] Şifêrê teqsiyê yê qilafetgirs û simbêlboq ku pir hêrs bûbû û ji heyecan û tirsa xwe sor bûbû, gava ku daket û ji bo ku derbeke mezin li nav çavên wî bixe ber bi wî ve çeng bû, Robîn serê xwe rakir û bi awirekî nerm lê niherî. [5709 aydogan_res] Şifêrê ku ew nas kir, wê gavê veciniqî û li ber sekinî. [5710 aydogan_res] Devê wî bi zorê digeriya: [directspeech aydogan_res] Tu ketiyî çi halî! [5711 aydogan_res] Ka were têkeve mekînê. [5712 aydogan_res] Ji nişka ve, ew hêrsa wî mîna avekê herikîbû û çûbû. [5713 aydogan_res] Şifêrê ku bîstika din, ji bo ku li wî bixe, bi hêrseke mezin ji mekîneya xwe daketibû, niha bi hezkirina ku bi tenê dayikek dikare nîşanî zaroka xwe bide, bi awirên ecêbmayî li wî diniherî. [5714 aydogan_res] Robîn dîsa serê xwe bera ber xwe da û berê xwe da alî. [5715 aydogan_res] Meşiya û çû. [5716 aydogan_res] Zilêm teqsiya xwe hişt û da dû wî. [5717 aydogan_res] Di pey wî re ket kuçeyê. [5718 aydogan_res] Hê digot ku ez ê xwe bigihînimê, di şûna xwe de sekinî û mat ma. [5719 aydogan_res] Hema bi şûn de vegeriya û bi lez xwe veşart. [5720 aydogan_res] Du zilamên qilafetgirs û birîh, bi qirika Robîn girtibû û pişta wî dabû dîwêr. [5721 aydogan_res] Yekî ji ber xwe devançeya xwe derxistibû û xistibû cênîka wî. [5722 aydogan_res] Yê din jî bi lezandineke ecêb, carê serê xwe radikir, li dora xwe jî diniherî û li bêrîk mêrîkên wî digeriya. [5723 aydogan_res] Gava dev ji wî karê xwe berda, bi situyê wî girt û da pêşiya xwe û ber bi teqsiya xwe ya ku li serê kuçeyê hatibû sekinandin ve çûn. [5724 aydogan_res] Robîn di ser milê xwe re zivirî û li aliyê zilamê ku xwe di paş dîwêr de veşartibû û serê xwe derxistibû niherî. [5725 aydogan_res] Çavên wan carekê li hev ketin. [5726 aydogan_res] Du zilaman Robîn dibir. [5727 aydogan_res] Mêrik ji wê neçariya xwe fedî kir. [5728 aydogan_res] Serê xwe da dîwêr û ji hêrsan lêva xwe gez kir. [5729 aydogan_res] Herdu zilaman Robîn di nav xwe de da rûniştkirin û teqsiya wan bi rê ve ket. [5730 aydogan_res] Zilamê esmer ku bîstika din devançeya xwe xistibû serê wî, ji bo ku Robîn li dora xwe nenere, hişk bi situyê wî girt, eciqand û serê wî daxist jêrê. [5731 aydogan_res] Canê Robîn ji ber vê hereketa wî êşiya. [5732 aydogan_res] Tiliyên wî yên şidiyayî, dikira situyê wî qul bikira. [5733 aydogan_res] Robîn naliya. [directspeech aydogan_res] Xwe tev nelivîne, kuro! [5734 aydogan_res] Robîn sekinî. [5735 aydogan_res] Ditirsiya. [5736 aydogan_res] Lê rewş fahm kiribû. [5737 aydogan_res] Ji xwe, gava ku li ber deriyê hefsê bû, ji ber ku baş bi rewşa vî bajarî dizanîbû, texmîn kiribû ku dê tiştekî weha were serê wî. [5738 aydogan_res] Beyî ku bizanibe bê ka wî bi kû de dibin, serê wî li jêrê, di situyê wî de tiliyên zilamekî esmer î xurt î nenas, difikirî. [5739 aydogan_res] Hertiştên ku pê dizanîbû, di ber çavên wî re bihurîn. [5740 aydogan_res] Diyarbekir hê weke berê bû, nehatibû guhertin. [5741 aydogan_res] Mekîne piştî rêyeke dirêj û rast, da ser rêyeke şose. [5742 aydogan_res] Carê, li kortik mortikan diket û diçû. [5743 aydogan_res] Ji dengê motora teqsiyê pê ve, tu deng nedihat bihîstin. [5744 aydogan_res] Xuya bû ku ji nava bajêr derketibûn. [5745 aydogan_res] Zilamê din ku ew jî li kêleka wî rûniştibû, berçavka wî derxist û xist bêrîka xwe. [5746 aydogan_res] Ji bêrîka xwe ya din paçikekî reş derxist û ji nişka ve da ber çavên Robîn û girê da. [5747 aydogan_res] Robîn got qey hin wî difetisînin. [5748 aydogan_res] Zilamê ku çavên wî girê dabûn, her-du destên wî ji paşiyê ve kelepçe kirin. [5749 aydogan_res] Wê gavê, tirsa Robîn zêdetir bû. [5750 aydogan_res] Qurbanên li ber destê qesabekî ku di destê wî de satore û kêr hebûn hat bîra wî. [5751 aydogan_res] Ew beranê dest û lingên wî hişk zevtkirî û çavên wî girtî ku qesêb dê ji nişka ve kêr bidaya qirika wî, çi qasî hewil bidaya xwe jî dê ji sêrjêkirinê xelas nebûya. [5752 aydogan_res] Xwe eynî şiband wî beranê ku ji neçarî, dev ji hewildana xwe ya xelasbûnê berdaye û xwe daye benda mirinê. [5753 aydogan_res] Dilê wî him bi wî beranî him jî bi wî şewitî. [5754 aydogan_res] Hertişt li dû wî dima. [5755 aydogan_res] Mirov di rewşeke weha de, tu carî nikare li xelasiyê bifikire. [5756 aydogan_res] Hema dixwaze zû bi zû bimire. [5757 aydogan_res] Wê gavê, li hertiştê xwe poşman dibe. [5758 aydogan_res] Êdî, heke wî nekujin jî ew ê ji ber wê tirsê ji xweber bibe nîvzilam. [5759 aydogan_res] Zilamekî ku têkeve vê rewşê, heke xelas bibe jî jiyan lê diherime. [5760 aydogan_res] Piştî vê xelasiya ku têkçûyina herî mezin bû, dê tu mêrantî jî bi wî re nemaya. [5761 aydogan_res] Rojekê, yekî jê re behsa kuştina zilamekî kiribû û gotibû ku gelek kes bi vî awayî hatine kuştin. [5762 aydogan_res] Hinan ew digirtin û dibirin. [5763 aydogan_res] Tu xeber ji wan dernediket. [5764 aydogan_res] Kesî nizanîbû bê çi hatiye serê wan; kê ew kuştine. [5765 aydogan_res] Lê gişan dizanîbû ku ev zilam hemû, ji ber eynî tiştî têne kuştin. [5766 aydogan_res] Niha, ew jî yek ji wan kesan bû ku ber bi rêya mirinê ve diçûn. [5767 aydogan_res] Gelo ew jî ketibûn vê rewşê? [5768 aydogan_res] Çavên wan jî hatibûn girêdan? [5769 aydogan_res] Destên wan jî ji paşiyê ve hatibûn kelepçekirin? [5770 aydogan_res] Ew jî mîna wî li kesên berî xwe fikirîbûn? [5771 aydogan_res] Gelo ew jî bi qasî wî weha tirsiyabûn? [5772 aydogan_res] Serpêhatiyên li ser kuştina wan kesan dihatin gotin, yek bi yek hatin bîra wî. [5773 aydogan_res] Digel ku wî tu carî tiştekî weha nedîtibû û lê nefikirîbû jî mîna ku ew zilam li ber çavên wî hatibin kuştin, giş hatin bîra wî. [5774 aydogan_res] Tirsiya. [5775 aydogan_res] Pir tirsiya. [5776 aydogan_res] Nedixwast bifikire, lê qedera wî û ya wan kesên ku bi vî rengî hatibûn kuştin, ber bi hev ve diçû. [5777 aydogan_res] Wê çaxê, wech pê re nema. [5778 aydogan_res] Êdî nema dikarîbû li tiştekî bifikiriya. [5779 aydogan_res] Ji tirsan, bûbû sipiya firkandî. [5780 aydogan_res] Xwast ku bigirî. [5781 aydogan_res] Xwezî aniha rabûya û bidîtaya ku ev tişt giş xewn in. [5782 aydogan_res] Nedixwast bawer bike, lê ev tiştên ku bi serê wî de hatibûn, tev de rast bûn. [5783 aydogan_res] Leza teqsiyê hêdî hêdî kêm bû û sekinî. [5784 aydogan_res] Zilamê ku ji paş situyê wî ve ew zevt kiribû, tiliyên xwe sist kirin û ew rakir. [5785 aydogan_res] Robînê çavgirtî ku dixwast di bin reşahiya wî paçikî re ber xwe bibîne, lê ev hewildana wî jî bi kêrî dîtinê nedihat, bi dengê zilamê ku çavê wî girê dabûn li xwe zivirî. [directspeech aydogan_res] Tu çixarê dikşînî? [5786 aydogan_res] Zilêm pakêta xwe dirêjî wî kiribû. [5787 aydogan_res] Robîn bi vêya dizanîbû. [5788 aydogan_res] Lê belê, wî bersiv nedayê. [5789 aydogan_res] Zilêm jî guh nedayê û dîsa pakêta xwe xist bêrîka xwe. [directspeech aydogan_res] Tu dizanî bê me ji bo çi tu aniyî, ne weha? [5790 aydogan_res] Robîn dîsa nepeyivî. [5791 aydogan_res] Zilêm çixareya xwe pêxist û gulpek jê kişand. [5792 aydogan_res] Bêhna çixareya wî çû Robîn jî. [directspeech aydogan_res] Belê, Robîn. [5793 aydogan_res] Heke tu ê weha bikî, em ê vî karî qet nekin û te li vira daxin jêrê. [5794 aydogan_res] Zilêm bi navê wî bangî wî kiribû. [5795 aydogan_res] Heke weha be, bi hertiştên wî dizanîbû. [5796 aydogan_res] Belkî bi rastî jî xewn be. [5797 aydogan_res] Belkî yek ji wan kabûsên wî be jî. [5798 aydogan_res] Lê, le ku ne weha be; le ku bi rastî jî aniha di nav du zilamên ku niha tu kesî nikarîbû bi qasî wan tirs bera dilê mirov bidaya û li benda mirinê rûniştibe. [5799 aydogan_res] Bêtir tirsiya. [5800 aydogan_res] Êdî, wan ê ew bikuştaya. [5801 aydogan_res] Hayê wan ji tirsa ku niha Robîn tê de bû hebû. [5802 aydogan_res] Ji xwe, ew jî ji xwe re li yekî mîna Robîn digeriyan ku kêfa xwe pê bînin. [directspeech aydogan_res] Tu ê bipeyivî, ne weha, Robîn? [5803 aydogan_res] Dîsa eynî zilamî pirsîbû. [5804 aydogan_res] Ji dengê wî xuya bû ku bi xwe bawer bû. [5805 aydogan_res] Hertişt di dest wî de bû. [5806 aydogan_res] Û ji awayê peyva wî jî mirov dikarîbû têbigihiştaya ku dikin xezebekê bînin serê wî. [5807 aydogan_res] Lê mirov digot qey heke Robîn bi wan re bipeyive, belkî tiştekî bi wî nekin. [5808 aydogan_res] Ji ber ku gava mirov di vê rewşê de be, mirov ewqasî qels dibe ku carinan ji ber vê qelsbûnê, dikare baweriyê bi dijminê xwe jî bîne. [5809 aydogan_res] Ji ber ku tu hêviya mirov namîne... Ji ber ku ditirse... [5810 aydogan_res] Robîn jî ditirsiya. [5811 aydogan_res] Pir ditirsiya. [5812 aydogan_res] Ditirsiya ku ev zilamên ku kî dizane bê bûne qesasên çend kesên din jî wî daxin jêrê û wî bidin ber guleyan û meytê wî li vê çolê bihêlin. [5813 aydogan_res] Li xwe fikirî. [5814 aydogan_res] Di nav wê seqemê de, çavgirtî, dest ji paşiyê ve kelepçekirî û mirî… Dîsa fikirî. [5815 aydogan_res] Ew ê bibûya termek. [5816 aydogan_res] Çare tune bû. [5817 aydogan_res] Li gora ku ji mezinan bihîstibû, nan û ava wî dê bi vî awayî ji vê dinyayê hilataya. [5818 aydogan_res] Fikirên wî ew bêtir tirsand. [5819 aydogan_res] Tevzînokên cemidî bi pişta wî û cênîkên wî ketin. [5820 aydogan_res] Robîn nedipeyivî. [5821 aydogan_res] Di ber xwe de dida. [directspeech aydogan_res] Baş e. [5822 aydogan_res] Îja, yanî tu ji me re nabêjî bê ka tu ji bo çi hatiyî Diyarbekirê, ne weha? [5823 aydogan_res] Robîn dîsa tiştek negot. [5824 aydogan_res] Mîna ku tiştek ji devê wî fahm nekiribe. [5825 aydogan_res] Lê Robîn digot qey aniha, yek ji van zilaman dê bibêje peleq û derbekê li ser çavê wî bixe. [5826 aydogan_res] Dengê şeq şeqekê hatê. [5827 aydogan_res] Veciniqî, lê xwe zû da ser hev. [5828 aydogan_res] Yekî cercûr dixist devançeya xwe. [5829 aydogan_res] Robîn ev deng pir baş nas dikir. [5830 aydogan_res] Bes rojekê yekî jê re gotibû ku gava ev mirovan dibin, ji bo ku wan bitirsinîn çi li ser navê kuştinê hebe, dikin; lê wî nakujin. [5831 aydogan_res] Ev peyveke xweş bû û dilê mirov rehet dikir. [5832 aydogan_res] Lê dîsa jî baweriya mirov hercar bi peyvên weha nayê. [5833 aydogan_res] Ji ber ku heta niha, meytên gelek kesên ku bi vî awayî hatibûn kuştin, piştî çend rojan li ser riyên derveyî bajêr hatibûn dîtin. [5834 aydogan_res] Dengekî din hat wî ku ji yê bîstika din bêtir tirs xist dilê wî. [5835 aydogan_res] Şerqîniyeke din hatê. [5836 aydogan_res] Careke din jî vecinîqî. [5837 aydogan_res] Yekî fîşek diajot ber devê devançeya xwe. [5838 aydogan_res] Ew peyva bîstika din ku digot; mirovan ditirsînin, dîsa hat bîra wî; lê êdî mîna wî beranî, baş bawer kiribû ku ew ê bê kuştin. [5839 aydogan_res] Laşê wî bi temamî diricifî. [5840 aydogan_res] Zilaman her rê diceribandin. [5841 aydogan_res] Wan jî dizanîbû ku êdî Robîn tirsiyaye. [5842 aydogan_res] Zilamê bîstika din, dîsa bi awayekî bixwebawer û mîna ku henekên xwe pê dike, pirsî: [directspeech aydogan_res] Tu ê bersivê bidî me, yan em te daxin, Robîn? [5843 aydogan_res] Yê din, yê esmer peyivî vê carê: [directspeech aydogan_res] Na lo, ev napeyive. [5844 aydogan_res] Tu belasebeb serê xwe pê re diêşînî. [5845 aydogan_res] Em wî daxin û bikujin. [5846 aydogan_res] Ma ji bo çi em ewqasî li ber digerin? [5847 aydogan_res] Xuya ye, ev pir qure ye. [5848 aydogan_res] Em wî jî mîna yê din bikin. [5849 aydogan_res] Yê din?! [5850 aydogan_res] Ev kî bû gelo? [5851 aydogan_res] Meraqek ket dilê wî. [5852 aydogan_res] Ev çend roj bûn ku rojname jî nexwendibû. [5853 aydogan_res] Heke xwendibûya, wî ê bizanîbûya bê ev derew e, an na. [5854 aydogan_res] Lê îhtimaleke mezin hebû ku dîsa ji bo wî bitirsînin weha dipeyivîn. [5855 aydogan_res] Dîsa jî guman ket dilê wî. [5856 aydogan_res] Le ku bi rastî jî yekî din hebe? [5857 aydogan_res] Tavilê Bişar hat bîra wî. [5858 aydogan_res] Veciniqî. [5859 aydogan_res] Zilamê din got: [directspeech aydogan_res] Na na. [5860 aydogan_res] Robîn ê bipeyive. [5861 aydogan_res] Tu wê silehê deyne, hela. [5862 aydogan_res] Hê wexta wê nehatiye. [5863 aydogan_res] Gava ku navê silehê ji devê wî derketibû, dengê xwe hebekî bilind kiribû. [5864 aydogan_res] Dû re, li Robîn zivirî û dengê xwe dîsa guhert, bi awayê xwe yê bîstika din, got: [directspeech aydogan_res] Tu ê me mecbûrî kuştina xwe nekî, ne weha Robîn? [5865 aydogan_res] Binere, tu dişibî kesekî xwende. [5866 aydogan_res] Ez naxwazim tu ji ber tiştekî belasebeb bê kuştin. [5867 aydogan_res] Tiştê ku em ji te dipirsin, ne tiştekî zor e. [5868 aydogan_res] Bi tenê ji me re bibêje bê tu ji bo çi hatiye vira? [5869 aydogan_res] Ma gelo vî zilamî bi rastî jî başiya wî dixwast? [5870 aydogan_res] Le zilamê din? [5871 aydogan_res] Wî çima dixwast hema zû bi zû wî bikuje. [5872 aydogan_res] Gelo bi rastî jî dixwast wî bitirsînin? [5873 aydogan_res] Li benda wî sekinîbûn. [5874 aydogan_res] Lê, Robîn nedipeyivî. [5875 aydogan_res] Serê wî di ber wî de bû. [5876 aydogan_res] Piştî ku hebekî din jî sekinîn, zilamê din dîsa bi gazind ji hevalê xwe re got: [directspeech aydogan_res] De dev jê berde, lo! [5877 aydogan_res] Ka tu wî ji min re bihêle, hela. [5878 aydogan_res] Vê carê, deng ji yê din derneket. [5879 aydogan_res] Deriyê aliyê rastê vebû û zilamê ku sileha xwe xistibû destê xwe daket. [5880 aydogan_res] Bi vekirina derî re, bayekî cemidî hat hundir. [5881 aydogan_res] Robîn vê carê, ji hercar bêtir tirsiya. [5882 aydogan_res] Zilamê ku daketibû, xwe dirêjî wî kir û ew ji nişka ve kişand derve. [5883 aydogan_res] Serê wî li derî ket. [5884 aydogan_res] Li ber derî ket erdê. [5885 aydogan_res] Xwast ku destê xwe bigihîne serê xwe; lê, lê hay bû ku destê wî ji paşiyê de kelepçekirî ne. [5886 aydogan_res] Cihê ku li derî ketibû, pir êşiyabû. [5887 aydogan_res] Tiştekî germ ji eniya wî herikî ser çavên wî. [5888 aydogan_res] Li erdê ma. [5889 aydogan_res] Zilêm bi qirika wî girt û ew ji erdê rakir û di pey xwe re kişand, bir pêşiya teqsiyê. [5890 aydogan_res] Wexta mirinê hatibû. [5891 aydogan_res] Ji niha de, dihat ber çavên wî. [5892 aydogan_res] Zilêm ew da rûniştkirin û devançeya xwe xist paş situyê wî. [5893 aydogan_res] Mejiyê wî sekinîbû. [5894 aydogan_res] Hew dikarîbû bifikiriya. [5895 aydogan_res] Xwezî aniha, hin mirov di rê re derbas bibûna, yan jî hinan bihataya û ew xelas bikiraya. [5896 aydogan_res] Teqsî şixulî. [5897 aydogan_res] Dengê motora wê di ber guhê Robîn de bû. [5898 aydogan_res] Mekîne nedimeşiya, lê şifêr hey pê li xazê dikir. [5899 aydogan_res] Dikira şanzûmana wê biteqiya û perçe perçe bibûya. [5900 aydogan_res] Zilêm dîsa bi situyê wî girt û devançe di paş situyê wî de eciqand. [5901 aydogan_res] Qêriya: [directspeech aydogan_res] Tu ê bipeyivî, an na? [5902 aydogan_res] Ha? [5903 aydogan_res] Tu ê bipeyivî? [5904 aydogan_res] Mirov ji dengê wî ditirsiya. [5905 aydogan_res] Sileha xwe jî di canê wî de radikir. [5906 aydogan_res] Robîn bûbû mîna pepûkekî. [5907 aydogan_res] Deng jê dernediket. [5908 aydogan_res] Diricifî. [5909 aydogan_res] Him ji tir [5910 aydogan_res] san, him jî ji ber bayê cemidî. [5911 aydogan_res] Bûbû beranê li ber kêran. [5912 aydogan_res] Çav girtî. [5913 aydogan_res] Dest li paş kelepçekirî. [5914 aydogan_res] Zilam diqêriya: [directspeech aydogan_res] Tu ê bipeyivî, ûlen? [5915 aydogan_res] Bibêje! [5916 aydogan_res] Bibêjeeeeee...! [5917 aydogan_res] Şifêrê teqsiyê hey pê li xazê dikir. [5918 aydogan_res] Zilam diqêriya. [5919 aydogan_res] Bayê cemidî dihat. [5920 aydogan_res] Canê wî pûç bûbû. [5921 aydogan_res] Diricifî. [directspeech aydogan_res] Bipeyive, ûlen! [5922 aydogan_res] Bipeyiveeeeee...! Di nav wê tevliheviyê de, dengê teqînekê hat, li der û dorê olan da û tev li dengê bê bû. [5923 aydogan_res] Dilê Robîn dikira bisekiniya. [5924 aydogan_res] Got qey gule bera serê wî daye. [5925 aydogan_res] Zilam dîsa qêriya: [5926 aydogan_res] Heke tu nepeyivî, ez ê ya duyem bera serê te bidim! [5927 aydogan_res] Bipeyive! [5928 aydogan_res] Dengê deriyê teqsiyê hat. [5929 aydogan_res] Yek bi bazdan hat û bi zilamê din girt. [5930 aydogan_res] Dev jê berde! [5931 aydogan_res] Temam! [5932 aydogan_res] Bes e, êdî! [5933 aydogan_res] Min berde! [5934 aydogan_res] Min berde, ez ê wî bikujim! [5935 aydogan_res] Ez ê bikutim diya wî eynî! [5936 aydogan_res] Zilamê din ew dehf da. [5937 aydogan_res] Bisekine, hela. [5938 aydogan_res] Belkî lawik bipeyive. [5939 aydogan_res] Yê din hê sixêf dikir. [5940 aydogan_res] Pir hêrs bûbû. [5941 aydogan_res] Zilamê ku vê dawiyê hatibû, bi ser [5942 aydogan_res] Robîn de daqul bû. [5943 aydogan_res] Robîn digiriya. [5944 aydogan_res] Diricifî. [5945 aydogan_res] Paçikê li ber çavên wî, ji xwîna ku ji eniya wî diherikî û hêsiran şil bûbû. [5946 aydogan_res] Zilêm ew rakir û paçik vekir. [5947 aydogan_res] Bi wî paçikî xwîna eniya wî paqij kir. [directspeech aydogan_res] Ka were hundirê mekîneyê. [5948 aydogan_res] Tu cemidiyî. [5949 aydogan_res] Ew xist hundirê mekîneyê û li kêleka wî rûnişt. [5950 aydogan_res] Yê din jî kete hundir û derî girt. [5951 aydogan_res] Lê, berê xwe neda aliyê wan. [5952 aydogan_res] Di pencereyê re li derve diniherî. [5953 aydogan_res] Xwe da benda wan. [5954 aydogan_res] Robîn di umrê xwe de, tu carî ewqasî netirsiyabû. [5955 aydogan_res] Belkî vê bûyera ha bikira ku dîn jî bibe. [5956 aydogan_res] Li tiştekî weha nefikirîbû. [5957 aydogan_res] Heke di serî de, bizanîbûya ku ew ê ewqasî bitirse, belkî wî ew qet neşitexilandana û bersiva pirsên wan bidaya jî. [5958 aydogan_res] Zilêm got: [directspeech aydogan_res] Min nedixwast tu têkevî vê rewşê, Robîn. [5959 aydogan_res] Lê hevalê min wezîfa xwe dike. [5960 aydogan_res] Sekinî. [5961 aydogan_res] Destê xwe li milê şifêr xist. [5962 aydogan_res] Mekîne zivirî û da ser riya ku tê re hatibû. [5963 aydogan_res] Robîn dîsa tiştek negotibû. [5964 aydogan_res] Piştî ku demeke dirêj giriya, bêhna wî hat ber. [5965 aydogan_res] Serî di ber de, pirsî. [5966 aydogan_res] Ji ber ku fedî dikir li ruyê zilêm biniheriya. [5967 aydogan_res] Nedixwast kes bibîne ku digirî. [5968 aydogan_res] Dijminê wî be jî... [directspeech aydogan_res] Hûn çi ji min dixwazin? [5969 aydogan_res] Ma min çi kiriye? [5970 aydogan_res] Bêhna zilêm jî hatibû ber. [5971 aydogan_res] Kêfa wî hatibû. [5972 aydogan_res] Bi ser ketibûn. [5973 aydogan_res] Robîn peyivîbû. [directspeech aydogan_res] Te tiştek nekiriye, Robîn. [5974 aydogan_res] Em dixwazin hîn bibin bê ka tu ji bo çi hatiyî vira? [directspeech aydogan_res] Ma qey qedexe ye ku mirov vegere warê xwe? [5975 aydogan_res] Demekê kes nepeyivî ji wan. [5976 aydogan_res] Robîn di ber xwe de diponijî. [5977 aydogan_res] Belkî poşman bûbû ku hatibû vira, belkî jî ji ber ku li îhtîmala pêkhatina bûyerin weha nefikirîbû û biryara hatinê dabû, niha ewqasî li ber diket. [5978 aydogan_res] Lê, tiştek bi tenê di ruyê wî de xuya dibû: Tirs... Tirseke weha bû ku mirov dikarîbû ji ber wê lal jî bibûya, velîstaya jî. [5979 aydogan_res] Hema bimiraya, ji wî re çêtir bû. [5980 aydogan_res] Zilamê ku ew ji mirinê xelas kiribû, yan jî wî digot qey weha bû, destekî xwe da ser milê wî û mîna ku bi hevalekî xwe re bipeyive û bixwaze rêyeke baş bi ber wî bixe, şîreteke başiyê li wî bike, bi dengekî nerm ku mirov nikarîbû şikê ji samîmiyeta wî bike, got: [directspeech aydogan_res] Bala xwe bide min, Robîn. [5981 aydogan_res] Heke em bihêlin tu li vira bimînî, nabe. [5982 aydogan_res] Ev der ne li gora te ye. [5983 aydogan_res] Baş bifikire. [5984 aydogan_res] Got: [directspeech aydogan_res] Ma mirov dikare li bajarekî mîna Diyarbekirê çi bike? [5985 aydogan_res] Here Robîn, here. [5986 aydogan_res] Ji te re du roj muhlet. [5987 aydogan_res] Vegere, here Stenbolê. [5988 aydogan_res] Kesekî te li vira nîne. [5989 aydogan_res] Ez ji bo te dibêjim. [5990 aydogan_res] Serê xwe nexe belayê û here. [5991 aydogan_res] Bi dû re jî got: [directspeech aydogan_res] Du roj bi şûn de, heke em te bibînin... vê carê ez nikarim ji bo te tiştekî bikim. [5992 aydogan_res] Ketin nava bajêr. [5993 aydogan_res] Serê Robîn di ber wî de bû. [5994 aydogan_res] Teqsî ket ser riya sûkê. [5995 aydogan_res] Lê berî ku têkeve nav sûkê, sekinî. [5996 aydogan_res] Deriyê aliyê rastê vebû û zilamê ku dixwast wî bikuje daket. [5997 aydogan_res] Piştî ku Robîn daket, dîsa siwar bû û teqsiyê berê xwe da aliyê sûkê. [5998 aydogan_res] Robîn weke mirovê ku nû ji şikenceyê derketibe, situxwar, bê hal, westiyayî... Tiştê ku hatibû serê wî, ji xwe şikenceya herî mezin bû. [5999 aydogan_res] Serê wî hingî diêşiya, dikira biteqiya. [6000 aydogan_res] Ruyê wî zer bûbû. [6001 aydogan_res] Biniya çavên wî reş bûbû. [6002 aydogan_res] Eniya wî ya ku li deriyê teqsiyê ketibû şîn bûbû û diêşiya. [6003 aydogan_res] Çongên wî sist bûbûn. [6004 aydogan_res] Nikarîbû bimeşiya. [6005 aydogan_res] Hema li kêleka riyê, li ser kevirekî rûnişt. [6006 aydogan_res] Çavên xwe bi tirs li dora xwe gerandin. [6007 aydogan_res] Digot qey hê jî hin li pey wî hene û dikin werin xwe biavêjin ser wî. [6008 aydogan_res] Hê jî diricifî... [6009 aydogan_res] Nizanîbû bê çi qasî li wira rûnişt. [6010 aydogan_res] Gava serê xwe rakir û bi awirên vala, li dora niherî, dinya tarî bûbû. [6011 aydogan_res] Bayekî cemidî û xurt dihat. [6012 aydogan_res] Mirov nikarîbû li ber wî bayî, xwe li ser lingan zevt bikira û bimeşiya. [6013 aydogan_res] Mîna kêreke tûj bû. [6014 aydogan_res] Mîna gwîzanekî... Sermayê hêsir ji çavên mirovan dianîn. [6015 aydogan_res] Seqemeke dijwar, seqema berfê. [6016 aydogan_res] Li kolanan, ji çend kesên ji bo ku xwe bigihînin derinan bi lez dimeşiyan û otobus û minîbusên heta ber dev tije pê ve, tişt tune bû. [6017 aydogan_res] Însan giş ber bi malan ve direviyan. [6018 aydogan_res] Bîstikeke din, ew ê tu kes li derve nemaya. [6019 aydogan_res] Ji ber ku tariya bêdeng li kolanan kone xwe vedigirt û der û dor dikir hêsîrê xwe. [6020 aydogan_res] Cihê ku ew lê bûya, însan û deng û hêvî nedibû. [6021 aydogan_res] Li Diyarbekirê, dîsa bûbû êvar. [6022 aydogan_res] Wî ê ev bûyer tu carî ji bîr nekiraya. [6023 aydogan_res] Ma çend mirov dikare tiştekî weha bijî? [6024 aydogan_res] Ki bîra ku mirov ji mirinê vegere. [6025 aydogan_res] Ji kuştinê. [6026 aydogan_res] Gava sileh di serê mirov de be, mirov dikare li çi bifikire? [6027 aydogan_res] Û tew çavên mirov girtî bin… Le gava wê fîşeka ku berê xwe dabe mejiyê mirov, li dereke din biteqe? [6028 aydogan_res] Gava dilê mirov ji tirsa wê gavê bisekine? [6029 aydogan_res] Ma mirov dikare li çi bifikire? [6030 aydogan_res] Dê û bav? [6031 aydogan_res] Xwişk û bira? [6032 aydogan_res] Hezkirî? [6033 aydogan_res] Heval? [6034 aydogan_res] Di nav hestên tevlihev de, serî di ber de, dest di bêrîkê de, di êvara ku mirov li xwekuştinê difikirand de, li kolaneke Diyarbekir ya vit î vala... [6035 aydogan_res] Aniha, ger yekî an jî yeka nas derketaya, aniha mirov li ruyekî nas rast bihata… Mirov beyî ku li piçûkketinê û fediya wê bifikire, xwe biavêtaya situyê wî kesê an jî kesa nas û têra xwe bigiriya. [6036 aydogan_res] Aniha, Nûşîn ji serê kolanekê derketaya. [6037 aydogan_res] Hemdîn derketaya. [6038 aydogan_res] Şêxo derketaya... Seydo derketaya... [6039 aydogan_res] Der û dor reş û tarî bûbû. [6040 aydogan_res] Kes li derve xuya nedibû. [6041 aydogan_res] Lempeyên avahiyên doraliyê, tevde vêketibûn. [6042 aydogan_res] Ji vê saetê û pê ve, êdî jiyan ketibû hundirê xaniyan. [6043 aydogan_res] Li derve, hew tirs mabû û bayê kur. [6044 aydogan_res] Gava ku dimeşiya, dît ku ji dûranê ronahiya tiştekî xuya dibe. [6045 aydogan_res] Beyî ku guh bidiyê di qoziya çavan re li wî aliyî niherî. [6046 aydogan_res] Şewqek ber bi çavên wî ket. [6047 aydogan_res] Sekinî. [6048 aydogan_res] Zilamekî kal î rîhspî, di nav kincin ecêb de, gopalê wî di dest de, lê beyî alîkariya wî gopalî, ber bi wî ve hêdî hêdî dimeşiya. [6049 aydogan_res] Gava hat nêzîka wî, sekinî. [6050 aydogan_res] Robîn jî serê xwe rakir û li wî niherî. [6051 aydogan_res] Xwe negirt. [6052 aydogan_res] Giriya. [6053 aydogan_res] Ji bo ku zilam bi giriyê wî nehise, pişta xwe da wî. [6054 aydogan_res] Zilamê kal bi gavên giran hat, fitilî û li hember wî sekinî. [6055 aydogan_res] Destê xwe da ser milê wî. [6056 aydogan_res] Robîn xwe avêt himbêza wî. [6057 aydogan_res] Zilêm bi destê xwe ew bi ser sînga xwe ve eciqand û pişta wî mist da. [6058 aydogan_res] Dîsa bi wî dengê xwe yê nerm ku dilê mirov mist dida û mirov digot qey terbiyeyeke baş stendibû, got: [directspeech aydogan_res] Bigirî, Robîn. [6059 aydogan_res] Bigirî... Robîn digiriya. [6060 aydogan_res] Serê xwe danîbû ser milê zilamê kal û digiriya. [6061 aydogan_res] Gava ku yek bigirî, divê mirov bihêle, bila bigirî. [6062 aydogan_res] Ji ber ku girî dilê mirov rehet dikir, hemû kerbên mirov û hêrsa wî vala dikir. [6063 aydogan_res] Girî jî carinan hewce bû. [6064 aydogan_res] Pêwîstiyek bû. [6065 aydogan_res] Zilamê kal ev dizanîbû. [6066 aydogan_res] Ji ber wê digot: [directspeech aydogan_res] Bigirî, Robîn. [6067 aydogan_res] Bigirî. [6068 aydogan_res] Dilê xwe rehet bike... [6069 aydogan_res] »û li vî bajarî dibûn du bask çavên te bi wan re min xwe li ezmanên xeyalan dixist...« [6070 aydogan_res] Xeweke mirov naxwaze jê şiyar bibe. [6071 aydogan_res] Xewneke şêrîn. [6072 aydogan_res] Bihar e, Newroz hatiye. [6073 aydogan_res] Li Diyarbekira xopan rojeke xweş. [6074 aydogan_res] Dengê def û zirnê tê. [6075 aydogan_res] Dengê deh defan û deh zirneyan... Li meydaneke fireh, di nav qelebalixiyeke mezin de, agirekî gûr hatibû dadan ku mirov dikare tê de hemû heyecana dilê wan kesên li dora wî direqisin bibîne... [6076 aydogan_res] Dawiya qelebalixiyê nedihat dîtin. [6077 aydogan_res] Hê jî ji der û dorê, ji kuçe û kolanan mirov dihatin. [6078 aydogan_res] Tu axê biavêjî li erdê nakeve. [6079 aydogan_res] Dêyê weledê xwe avêtiye. [6080 aydogan_res] Ger tu hevalekî xwe wenda bikî, tu ê hew bikaribî wî bibînî. [6081 aydogan_res] Meydan mişt însan. [6082 aydogan_res] Yek ji wan naşibe yekî din. [6083 aydogan_res] Esmer, gewr, zer, boz, kej; dirêj, kin, zeîf, qelew; bedew, nebedew; zarok, ciwan, navsere, kal û pîr; pîrek, zilam, keç, xort... Belkî her yek bi devokekî dipeyivî, lê hemû bi zimanekî. [6084 aydogan_res] Belkî her yek ji deverekê hatibû, lê hemû bi hesretekê. [6085 aydogan_res] Belkî di dilê her yekî de agirek hatibû dadan, lê agirê gişan ji wan re eynî tişt digot. [6086 aydogan_res] Gişan bi hev re eynî tişt dikir. [6087 aydogan_res] Gişan ji bo eynî tiştî xwe li wî agirî girtibû. [6088 aydogan_res] Mîna hev direqisîn, mîna hev distiran, mîna hev baz dida. [6089 aydogan_res] Mîna hev xwê dida û kêf dikir. [6090 aydogan_res] Bi wê bazdana li dora êgir, bi wan stranên ku hestên wan radikirin ser piyan, bi dengê def û zirneyan ku tevî dengê stranên wan dibû, giş ji ser hişê xwe ve çûbûn. [6091 aydogan_res] Xwe ji bîr dikir. [6092 aydogan_res] Her yek dibû însanekî din. [6093 aydogan_res] Giş dibûn însanek. [6094 aydogan_res] Giş dibûn yek. [6095 aydogan_res] Tu bibêjî şer, na; tu bibêjî dijminatî, ew jî na. [6096 aydogan_res] Û bêhna dilxerabiyê jî nedihat ji wan awiran. [6097 aydogan_res] Roja cejnê bû. [6098 aydogan_res] Newroz bû. [6099 aydogan_res] Roja şahî û dîlanê bû. [6100 aydogan_res] Roja biratî, hevaltî û evîndariyê bû. [6101 aydogan_res] Roja azadiyê bû. [6102 aydogan_res] Niha gişan ji eynî tiştî hez dikir, gişan eynî tişt dixwast. [6103 aydogan_res] Li dora wî agirê mezin, govendeke mezin dihat gerandin. [6104 aydogan_res] Dest di dest de, mil bi mil, govendeke mezin, ne serî hebû û ne jî binî. [6105 aydogan_res] Giş bi hev re. [6106 aydogan_res] Serên xwe kil dikirin û direqisîn. [6107 aydogan_res] Tu bibêjî westan, tu bibêjî rawestan. [6108 aydogan_res] Na. [6109 aydogan_res] Yek jî nedihat bîra wan. [6110 aydogan_res] Bi dilê gişan bû. [6111 aydogan_res] Robîn jî di wê govêndê de bû. [6112 aydogan_res] Serî jî dikişand tew. [6113 aydogan_res] Kesî nikarîbû mîna wî bireqisiya. [6114 aydogan_res] Tew gava ku Şêxo û Hemdîn û Selman jî di milê wî de bûna... Nûşîn di milê wî de bûya... Serxweş bûbû û çûbû. [6115 aydogan_res] Xwêdanê di pişta wî re avêtibû. [6116 aydogan_res] Çawa xwe kil dikir... [6117 aydogan_res] Robîn nizanîbû. [6118 aydogan_res] Gelo ev xewn bû, an rastî bû? [6119 aydogan_res] Wî carinan weha xewn û rastî ji hev dernedixistin. [6120 aydogan_res] Tew heke xewneke weha xweş be. [6121 aydogan_res] Piştî ewqas salan… Piştî ewqas salan dîsa. [6122 aydogan_res] Ew û Şêxo û Hemdîn û Selman. [6123 aydogan_res] Çar heval. [6124 aydogan_res] Çar bira. [6125 aydogan_res] Çar destbirakê mirinê. [6126 aydogan_res] Û Nûşîn. [6127 aydogan_res] Hezkiriya delal, narîn û devliken... [6128 aydogan_res] Robîn piştî bîstikekê destmala destê xwe dabû Şêxo û derketibû ortê. [6129 aydogan_res] Niha, li dora defê milên xwe kil dikirin û direqisî. [6130 aydogan_res] Xwe bi dengê defê re radikir û li erdê dixist. [6131 aydogan_res] Herkesî li wî diniherî. [6132 aydogan_res] Piştî bîstikekê, Şêxo destmala xwe da Selman û ew jî derket hemberî wî. [6133 aydogan_res] Bi def û zirnê re li pey hevdu çûn û hatin. [6134 aydogan_res] Milên xwe kil dikirin, destên xwe radikirin, xwe xwar dikir û di ber hev re dibihurîn. [6135 aydogan_res] Bi dû re, dîsa dihatin. [6136 aydogan_res] Dîsa xwe kil dikir, destên xwe radikirin û ber bi hev ve dihatin. [6137 aydogan_res] Bi lêdana defê re destên xwe li hev dixistin. [6138 aydogan_res] Dîsa li hev dixistin û dîsa... Gişan ji wan re li çepikan dixist. [6139 aydogan_res] Gişan li wan temaşe dikir. [6140 aydogan_res] Nedixwast bawer bike, lê wî jî texmîn dikir ku ev tiştên hemberî wî giş xewn bûn. [6141 aydogan_res] Hişê wî tev li hev bûbû. [6142 aydogan_res] Dizanîbû ku ew ê ev xewn di cihekî de biqede. [6143 aydogan_res] Belkî ew bi tenê li vêya difikirî. [6144 aydogan_res] Ji ber wê, hey li çavên hevalên xwe diniherî. [6145 aydogan_res] Gava direqisî, li Nûşînê diniherî. [6146 aydogan_res] Nûşîn dikeniya. [6147 aydogan_res] Destê xwe jê re kil dikir. [6148 aydogan_res] Nûşîn bi wî halî, ji her demê xweşiktir dibû... [6149 aydogan_res] Gava ew di xew de bû, rojeke nû dest pê kiribû. [6150 aydogan_res] Bi paltoyê wî ser wî hatibû nixumandin. [6151 aydogan_res] Qerisîbû. [6152 aydogan_res] Gava bi xwe hisiya, nizanîbû bê ji kengî de di xew de bû. [6153 aydogan_res] Çavên xwe vekirin û li dora xwe niherî. [6154 aydogan_res] Berê, çav li agirê gûr ket ku li hember wî hatibû dadan. [6155 aydogan_res] Got qey hê di xew de ye, lê ji xeynî êgir û dîwarên ku bi şewqa wî rohnî dibûn pê ve, tu tişt xuya nedibû. [6156 aydogan_res] Wê gavê, fahm kir ku ew govend û ew şahî giş xewn bûn. [6157 aydogan_res] Lê dengê def û zirnê hê di guhê wî de bû. [6158 aydogan_res] Ruyê hevalên wî û ruyê Nûşînê hê li ber çavên wî bû. [6159 aydogan_res] Wî ê tu carî ev xewn jî ji bîr nekiraya. [6160 aydogan_res] Tew gava ku piştî wê bûyera rojeke berê hatibû serê wî ev xewn dîtibû, dilê wî hebekî rehet bûbû. [6161 aydogan_res] Baweriya wî bi wî hatibû. [6162 aydogan_res] Çendekî ji tesîra wê bûyerê xelas bûbû. [6163 aydogan_res] Kêfa wî hatibû, lê nîvcomayina wê xewnê hin kulên dilê wî jî tev rakiribûn. [6164 aydogan_res] Ya herî girîng jî ew bû ku ji nû ve bêriya Nûşînê kiribû. [6165 aydogan_res] Dora xwe nas nekir. [6166 aydogan_res] Ji bo ku hebekî germ bibe milên xwe mist dan. [6167 aydogan_res] Nizanîbû bê li kû ye, bes ji dîwaran têgihiştibû ku di şikeftekê de ye. [6168 aydogan_res] Kê ew anîbû vê dera? [6169 aydogan_res] Çawa hatibû? [6170 aydogan_res] Bi tirs li dora xwe diniherî. [6171 aydogan_res] Kes tune bû. [6172 aydogan_res] Fikirî. [6173 aydogan_res] Do bi şev anî bîra xwe. [6174 aydogan_res] Qey zilamê kal ew anîbû vê derê. [6175 aydogan_res] Ji xwe, ji wî pê ve li tu kesî din rast nehatibû. [6176 aydogan_res] Û ji xweber jî nikarîbû bihata vê derê. [6177 aydogan_res] Hundir tarî bû, lê ji dawiya neqeba pêşiya wî şewqeke din xuya dibû. [6178 aydogan_res] Xuya bû ku şewqa rojê bû. [6179 aydogan_res] Rabû ser xwe, rahişt paltoyê xwe û ber bi wê ronahiyê ve meşiya. [6180 aydogan_res] Derket derve. [6181 aydogan_res] Gava derket derve, hê nû dora xwe nas kir. [6182 aydogan_res] Li ser bircan bû. [6183 aydogan_res] Xweşiya der û dorê, şînahiya ezmên, rêyên ku ber bi nava bajêr ve diherin… [6184 aydogan_res] Belê, zilamê kal ew anîbû ser bircan. [6185 aydogan_res] Xwe ewle his kir. [6186 aydogan_res] Bêhna xwe kişand heta nava dilê xwe û sekinî. [6187 aydogan_res] Dilê wî şa bû. [6188 aydogan_res] Ji ber ku ev devera ha mala wî bû. [6189 aydogan_res] Hêlîna wî ya zaroktiyê bû. [6190 aydogan_res] Ro dihate nîvro. [6191 aydogan_res] Dinya sar bû, lê ne mîna şeva çû bû. [6192 aydogan_res] Paltoyê xwe li xwe kir. [6193 aydogan_res] Ber xwe girt. [6194 aydogan_res] Di pêlikan re daket û ber bi qehwexaneya wî aliyê riyê ve meşiya. [6195 aydogan_res] Berê xwe da kaniya hewşê. [6196 aydogan_res] Kanî vekir bîstikekê lê temaşe kir. [6197 aydogan_res] Aveke zelal, paqij, xweş... Bi wê ava weke qeşayê dest û ruyê xwe şuştin, destên xwe dan ber avê û hinek jê vexwar. [6198 aydogan_res] Rehet bû, bi wê avê re bêhna wî fireh bû. [6199 aydogan_res] Destmalek ji bêrîka xwe derxist û dest û ruyê xwe zuha kirin û derket. [6200 aydogan_res] Ket riyê û beyî ku ew jî sedema wê bizanibe, ber bi sûkê ve meşiya. [6201 aydogan_res] Gava hat nêzîkî sûkê û çav li qelebalixiya kolanan ket, ji nişka ve bêdengî û valahiya wan a şeva çû hat bîrê. [6202 aydogan_res] Nakokiya herî mezin ku jiyana kesên vî bajarî dikir du perçe jî ev bû ji xwe. [6203 aydogan_res] Bi roj, mirov digot qey li dereke din dijîn, êvaran jî li dereke din. [6204 aydogan_res] Şev û rojên vî bajarî ne dişibiyan hevdu. [6205 aydogan_res] Êvar dibû gurek û bi ser bajêr de dihat. [6206 aydogan_res] Lê gava ku ro derdiket, wî gurî xwe dida alî. [6207 aydogan_res] Gava ku dibû êvar, mirov digot qey dawî lê nayê. [6208 aydogan_res] Hingî dirêj bû, derbas nedibû. [6209 aydogan_res] Le roj? [6210 aydogan_res] Roj kin bû. [6211 aydogan_res] Mirov nizanîbû bê çawa derbas dibû. [6212 aydogan_res] Bi êvarê re, ji bo ku mirov xwe ji xezeba gurî biparêzin, li starekê digeriyan. [6213 aydogan_res] Û bi şev gurê har dîsa dadiket bajêr... [6214 aydogan_res] Erebeyeke dewaran hat û di ber wî re bihurî. [6215 aydogan_res] Li aliyê din yê riyê çend pîrekên bikitan, li ser tebleya ku fêkî li ser bûn, bi zilamekî re bazar dikir. [6216 aydogan_res] Li ber deriyê qahwexaneya ji wan hebekî bi wê de, digel ku dinya sar bû jî zilamekî ji xwe re kursiyek danîbû, pişta xwe dabû dîwêr û rûniştibû. [6217 aydogan_res] Mînîbusên ku ji gundan dihatin, niha ji bo vegerê rêwiyên xwe didan ser hev. [6218 aydogan_res] Di ber postaxaneya mezin re bihurî. [6219 aydogan_res] Gelek kes li hewşa wê, li ber qulubeyên telefonan sekinîbûn. [6220 aydogan_res] Berê xwe da aliyê ku piraniya mekîneyan berê xwe dabûyê. [6221 aydogan_res] Xuya bû ku esil jiyan li wira bû. [6222 aydogan_res] Ji ber ku dengê stranan ji wî aliyî dihat. [6223 aydogan_res] Hema mirov serê xwe rakira û li dora xwe biniheriya, bes bû. [6224 aydogan_res] Ji her dikanekê, dengê dengbêjekî… [6225 aydogan_res] Beyî ku bala xwe bidiyê, ji ber lûnaparkê derbas bû. [6226 aydogan_res] Ji piçûkaniya xwe de ji tişt miştên weha hez nedikir ji xwe. [6227 aydogan_res] Carinan, gava qereçiyên Riha û Edenê dihat û konê fûarê vedigirt, bi tenê ji bo ku bi qûmarên piçûk bilîzin û li keçikan biniherin, ew û Şêxo diçûnê; lê tu carî kêfa wî ji lûnaparkan re nehatibû. [6228 aydogan_res] Gava di ber pirtûkfiroşekî re bihurî, gavekê sekinî û li pirtûkên wîtrînê niherî. [6229 aydogan_res] Berê ji bilî du-sê heban, pirtûkfiroş tune bûn li vî bajarî, lê piştî ku rewşa welêt jî hebekî hatibû guhertin, hejmara pirtûkfiroşan jî zêde bûbû. [6230 aydogan_res] Di vêya de qey rola xwendekarên zanîngehê jî hebû. [6231 aydogan_res] Ji ber ku wan ji her kesî bêhtir dixwend û çi gava ku Robîn ew bidîtana bi misogerî pirtûk di destên wan de hebû. [6232 aydogan_res] Vêya dikir ku gelek kes jî ji wan fêrî xwendinê û pirtûkan bibin. [6233 aydogan_res] Gava li van tiştan difikirî, lê hay bû ku ji zû de bi rehetî rûneniştiye û tiştek nexwendiye. [6234 aydogan_res] Berê, ji bo wî, roja ku bê xwendin derbas bibûya belasebeb hatibû jiyîn dihat hesibandin. [6235 aydogan_res] Ji nişka ve bêriya xwendinê kir û bi wê re jî bêriya pirtûkxaneya xwe û mala xwe... [6236 aydogan_res] Kolanên Diyarbekirê, bi roj, dinya çawa be jî heta êvarî vala nedibûn. [6237 aydogan_res] Ji ber ku ji êvar de xwe dida bende rojê. [6238 aydogan_res] Yên ku karên wan tuna bûn jî hema derdiketin û ji xwe re li derve digeriyan. [6239 aydogan_res] Yên ku guh nedida seqemê û hêdî hêdî dimeşiyan û ji xwe re li dora xwe temaşe dikir. [6240 aydogan_res] Yên ku li ser lingan sekinîbûn û bi hev re dipeyivîn, yên ku bi lez ber bi derinan ve diçûn, qelebalixiya zarokên ku ji dibistanan derdiketin, yên ku ji ser tebleyan tişt mişt dikirîn, yên ku ji dikanan derdiketin; dengên wan, dengê der û dorê, yên mekîneyan, yên çivîkan, yê bê... Dengê jînê... Mirov ancax di demên weha de dikarîbû ji vî bajarî hez bikiraya... [6241 aydogan_res] Dest di bêrîkê de, ji bo ku xwe ji sermê biparêze serî di ber de û dimeşiya. [6242 aydogan_res] Di ber bireke mirov re bihurî. [6243 aydogan_res] Wê gavê, ji nav wan mirovan, keçikek ji nişka ve veciniqî. [6244 aydogan_res] Heta ku ew derbas bû jî di şûna xwe de mat ma û li wî niherî. [6245 aydogan_res] Esmer bû. [6246 aydogan_res] Bejindirêj û çavreş bû. [6247 aydogan_res] Şaş bûbû û di pey wî re diniherî. [6248 aydogan_res] Gava hevalekî wê li rewşa wê hay bû, bi destê xwe ew hejand. [directspeech aydogan_res] Nûşîn! [6249 aydogan_res] Nûşîn, te xêr e? [6250 aydogan_res] Nûşîn mîna ku ji ser hişê ve çûbû, bê deng mabû. [6251 aydogan_res] Dengê wî nedibihîst. [6252 aydogan_res] Ew mirovên din jî li wî aliyê ku wê lê diniherî, zivirîn. [6253 aydogan_res] Lê wan tiştek nedît. [directspeech aydogan_res] Nûşîn! [6254 aydogan_res] Nûşîn, çi bû? [6255 aydogan_res] Nûşîn ji nişka ve hat ser hişê xwe. [6256 aydogan_res] Ruyê wê zer bûbû. [6257 aydogan_res] Devê wê nedigeriya. [6258 aydogan_res] Diricifî. [6259 aydogan_res] Dîsa wan ew niqurçand. [6260 aydogan_res] Çi bû, Nûşîn? [6261 aydogan_res] Nûşîn li hundirê çavên wan diniherî. [6262 aydogan_res] Devê wê bi zorê digeriya. [6263 aydogan_res] Ro... Robîn. [6264 aydogan_res] Ew Robîn bû. [6265 aydogan_res] Gişan bi hev re got: [6266 aydogan_res] Robîn? [6267 aydogan_res] Nûşînê berê xwe da aliyê ku Robîn diçûyê û meşiya. [6268 aydogan_res] Hevalên wê jî da dû wê. [6269 aydogan_res] Bi zorê xwe gihandê û ew zevt kir. [directspeech aydogan_res] Tu çi dibêjî, Nûşîn? [6270 aydogan_res] Robînê çi? [6271 aydogan_res] Nûşînê xwe ji nav lepên wan xelas kir û dîsa meşiya. [6272 aydogan_res] Mîna ku baz dida. [6273 aydogan_res] Çavên wê hey li wî kesî bû ku di pêşiya wê de dimeşiya. [6274 aydogan_res] Gava ku bi lez dimeşiya, li bin guhê çend kesan jî ketibû. [6275 aydogan_res] Xwe gihand Robîn. [6276 aydogan_res] Gavên xwe sist kirin. [6277 aydogan_res] Nizanîbû, dê çi bikiraya. [6278 aydogan_res] Xwast ku bangî wî bike, lê fedî kir. [6279 aydogan_res] Le ku ne ew bûya? [6280 aydogan_res] Wê çaxê, ew ê têketaya ber fediyeke mezin. [6281 aydogan_res] Ji ber ku çend carên din jî weha hin kes şibandibûn Robîn û dabû pey wan. [6282 aydogan_res] Gava ew kes li wê dizivirîn û digot »çi bû, xwişka min«, û lê hay dibû ku ne Robîn e, ji fediya, serê xwe bera ber xwe dida û vedigeriya. [6283 aydogan_res] Lê vê carê, ji hercar bêtir bawer kiribû ku ew bû. [directspeech aydogan_res] Robîn! [6284 aydogan_res] Ji zû de bû ku wê bi vî navî bangî kesî nekiribû. [6285 aydogan_res] Ji ber vê yekê, ev nav [6286 aydogan_res] hebekî fediyokî derketibû ji devê wê. [6287 aydogan_res] Dîsa bang kir: [directspeech aydogan_res] Robîn! [6288 aydogan_res] Robîn di serî de gotibû qey xelet bihîstiye, lê vê carê, wî ev deng nas kiribû. [6289 aydogan_res] Di cih de sekinîbû û li dû xwe zivirîbû. [directspeech aydogan_res] Nûşîn! [6290 aydogan_res] Gava di nav qelebalixiya însanên ku di nav wan re diçûn û dihatin re ew dît, mîna ku ne bi wê re, lê bi kerbên xwe re rû be rû bûbe, bi heyecana dîtina wê re xemekê jî xwe li dilê wî girt. [directspeech aydogan_res] Nûşîn... [6291 aydogan_res] Ziq li çavên wê diniherî. [6292 aydogan_res] Nûşîn jî sekinîbû. [6293 aydogan_res] Xewn e, gelo? [6294 aydogan_res] Na... Ne mimkun e ku xewn be. [6295 aydogan_res] Dengê wê bihîstibû. [6296 aydogan_res] Li hember wî sekinîbû û li wî diniherî. [6297 aydogan_res] Belê. [6298 aydogan_res] Nûşîn bû, ev. [6299 aydogan_res] Ne xewn bû. [6300 aydogan_res] Dîsa li hember wî sekinîbû û li wî diniherî. [6301 aydogan_res] Belê, ne bi qasî Nûşîna di xewnên wî de bedew bû û nedibişirî vê carê. [6302 aydogan_res] Lê çima? [6303 aydogan_res] Çima niha? [6304 aydogan_res] Piştî ewqas salan, piştî ewqas neheqiyan. [6305 aydogan_res] Çima? [6306 aydogan_res] Ma qey nizanîbû ku niha ne Robînê berê ye? [6307 aydogan_res] Ma qey nizanîbû ku bûye nîvzilam, terka hertiştî, terka jiyanê kiriye? [6308 aydogan_res] Ma qey wê roja dawîn ku li hember hev rûniştibûn û Nûşînê bi awayekî ku dilê wê bi wî bişewite lê niherîbû, ji bîr kiribû? [6309 aydogan_res] Mîna ku bi yekî biyanî re bipeyive, gotibû »bes e êdî, ez hew dikarim...« [6310 aydogan_res] Giş yek bi yek hatin ber çavên wî. [6311 aydogan_res] Nûşîna wî bû, gula ber dilê wî bû. [6312 aydogan_res] Wê gavê dikarîbû ji bo wê mêr jî bikuştana. [6313 aydogan_res] Lê niha giş li dû mane û bûne dîmenên demsaleke kevin êdî. [6314 aydogan_res] Xwast ku bigirî dîsa. [6315 aydogan_res] Ji xwe çavên wî li hemanan bûn. [6316 aydogan_res] Ev keçika ku Robîn ewqas sal ew di xewn û xeyalên xwe de jiyandibû, ev keçika ku yek ji wan sedemên ketina wî ya vî halî... Lê niha, li hember wî sekinîbû. [6317 aydogan_res] Mîna ku li ber bigere, fediyokî, nizanîbû yê hember dê çi bike, lê diniherî. [6318 aydogan_res] Çav melûl. [6319 aydogan_res] Çav liberketî. [6320 aydogan_res] Çav li hêviya işaretekê. [6321 aydogan_res] Bûbûn mîna du çemên ku dike di ser re here. [6322 aydogan_res] Di nav wê çûyin û hatina însanan re, li orta riyê sekinîbûn û li hevdu diniherîn. [6323 aydogan_res] Çend kesên ku li wan hay bûbûn, hebekî dûrî wan sekinîbûn û li wan temaşe dikir. [6324 aydogan_res] Hevalên Nûşînê jî xwe gihandibûnê û gava dîtibû ku bi rastî jî ev ew Robînê ku wan bi tenê di wêneyan de ew nas dikir bû, ew jî mat mabûn û sekinîbûn. [6325 aydogan_res] Ruyê wî li gora wêneyên ku Nûşînê rê wan dabûn, hebekî hatibû guhertin, niherînên wî kûrtir bûbûn, rîha wî dirêj bûbû, porê wî bela wela bû û di eniya wî de jî dewsa derbeke ku xuya ye di demeke nêzîk de lê ketiye hebû. [6326 aydogan_res] Lê dîsa jî dihat naskirin. [6327 aydogan_res] Dilê wan bi wî şewitî. [6328 aydogan_res] Însan di nav wan re diçûn û dihatin. [6329 aydogan_res] Nûşîn li benda wî bû. [6330 aydogan_res] Lê, wî tiştekî ku dilê wê xweş bike, nekir. [6331 aydogan_res] Wî jî nizanîbû çima, lê lêva xwe gez kir, serê xwe bi kerb kil kir, berê xwe jê guhert û meşiya. [6332 aydogan_res] Ket nav wê qelebalixiyê û çû. [6333 aydogan_res] Mîna ku ew wê nas nake. [6334 aydogan_res] Mîna ku tu carî ew nas nekiribe. [6335 aydogan_res] Lê mîna ku xencereke zingarî di dilê wî de cit bûbe, an jî sînga wî hatibe daxkirin. [6336 aydogan_res] Nûşîn li ser çongan xwarî erdê bû. [6337 aydogan_res] Giriya. [6338 aydogan_res] Hutikên xwe li erdê dixistin. [6339 aydogan_res] Carê jî serê xwe radikir, bi çavên xwe yên sorbûyî ku hêsir ji wan dibariyan li wî diniherî û diqêriya: [directspeech aydogan_res] Robîîîîn... [6340 aydogan_res] Dengê wê digihişt heta guhê Robîn û dikir ku guhê wî biteqe. [6341 aydogan_res] Dengê wê di guhê wî de olan dida. [6342 aydogan_res] Lê carekê jî li dû xwe nezivirî û lê neniherî. [6343 aydogan_res] Serê xwe bera ber xwe dabû. [6344 aydogan_res] Her gava ku Nûşîn careke din diqêriya, hêsirekî din jî bi hemû germahiya xwe, ji çavên wî diherikî ser hinarikên wî û xwe bera xwarê dida. [6345 aydogan_res] Bi dû re wî ê ji xwe re bigotaya: [directspeech aydogan_res] Ez nizanim bê çima ez neçûm û min xwe neavêt situyê wê. [6346 aydogan_res] Ma ne ez her li benda wê rojê bûm ku careke din jî ez bi van çavan wê bibînim. [6347 aydogan_res] Ma ne min her bêriya wê kiribû û min xewnên wê didîtin. [6348 aydogan_res] Wî ê bigotaya: [directspeech aydogan_res] Lê gava ku min ew dît û ez çav li wê niherîna wê ya ku li ber min digeriya ketim, ew niherîna wê ya dawîn ku her gava dihat bîra min, min dixwast ku ez xwe bikujim jî hat bîra min. [6349 aydogan_res] Ew ne ew bû. [6350 aydogan_res] Te dît carinan, dilê mirov bi hinan dişewite û mirov dike ji bo wan tiştekî bike, ê min jî weha… Wê gavê yê min jî dilê min bi wê şewitî. [6351 aydogan_res] Lê min fahm kir ku îmana min jî ji wê diçe. [6352 aydogan_res] Belkî ev yek ji ber hêrsa min ya li hember neheqiya ku wê li min kiriye be jî. [6353 aydogan_res] Lê piştî wê rojê, ez her li ber tahba xwe ketim ku min ewqas sal her bi xeyala ruyê wê ber dilê xwe xweş kir, carinan jî êvaran ji kerba wê xew li min herimî û ez heta sibehê li ber ketim, giriyam, min xwe xwar. [6354 aydogan_res] Wê gavê, min fahm kir bê di wan salan de, çi qasî tişt ji min çûye û ez belasebeb bi pey hin tiştan ketime... [6355 aydogan_res] 8. [6356 aydogan_res] Bes şopek an jî işaretek... [6357 aydogan_res] Kesî ew nedîtibû. [6358 aydogan_res] Ev çar rojên wî bûn ku tu xeber ji wî derneketibû. [6359 aydogan_res] Mîtanî, Bedirxan, Serdar bê serî lê digeriyan. [6360 aydogan_res] Çi cihê ku Robîn dikarîbû biçûyayê, çûbûn saxt kiribû. [6361 aydogan_res] Na. [6362 aydogan_res] Û şopek jî tune bû. [6363 aydogan_res] Robîn wenda bûbû. [6364 aydogan_res] Li malê, mîna ku yek miribe, mîna ku Robîn miribe, mîna ku şûna wî hatibe danîn, bêdengî hebû. [6365 aydogan_res] Kesek ji endamên malê nedipeyivî. [6366 aydogan_res] Di serî de, gişan li wî dipirsî, bi hevdu re li wî digeriyan, li ser hin îhtîmalan difikirîn. [6367 aydogan_res] Gişan dev jî karên xwe berdabû. [6368 aydogan_res] Mîtanî û Mehabad hew diçûn kar. [6369 aydogan_res] Serdar û Meryemê jî dev ji dibistanê berdabû. [6370 aydogan_res] Giş li malê diman. [6371 aydogan_res] Êdî nema li wî digeriyan. [6372 aydogan_res] Hemûyan hêviya xwe birîbû. [6373 aydogan_res] Wan xeber neda qerekolê jî. [6374 aydogan_res] Ji xwe, heke polîsan ew biribe û ewqas roj in ku xeber jê nehatibe, miheqek tiştekî nebaş hatibû serê wî. [6375 aydogan_res] Dîsa jî bi saya hevalekî Mîtanî û Bedirxên ê ebûqat, li qereqolê lê hatibû pirsîn. [6376 aydogan_res] Lê di lîsteya navan de, kesekî bi navê Robîn tune bû. [6377 aydogan_res] Wan ji neçarî baweriya xwe bi vê bersivê anîbû, lê dîsa jî di nav xwe de, herkesî di dilê xwe de digot qey hayê qereqolê ji wî heye. [6378 aydogan_res] Ji ber ku gelek kes piştî ku ji aliyê polîsan ve hatibûn girtin, wenda bûbûn. [6379 aydogan_res] Polîsan ji bo herkesî digot »ne li cem me ye«, lê malbata tu kesî baweriya xwe bi vê bersivê nedianî. [6380 aydogan_res] Gişan digot; polîsan zarokên me birine. [6381 aydogan_res] Gişan digot; dijminê me ne. [6382 aydogan_res] Hêvî nemabû. [6383 aydogan_res] Her gava ku xebereke neyînî dihat malê, serê wan hebekî din diket ber wan. [6384 aydogan_res] Situyê wan xwartir dibû. [6385 aydogan_res] Li mala xwe rûniştin û xwe da bende xeberekê. [6386 aydogan_res] Xebereke xêrê. [6387 aydogan_res] Hin meriv, nas û dost jî çi ji dest wan dihat dikir û li şopa Robîn digeriyan. [6388 aydogan_res] Gişan digot: [directspeech aydogan_res] Hema bi tenê şopek, an jî işaretek. [6389 aydogan_res] Lê ne tu şop û ne jî tu işaret xuya dibû. [6390 aydogan_res] Hayê kesî jî ji wî tune bû. [6391 aydogan_res] Mîtanî debar nekiribû û di dawiyê de, rabûbû telefonî welêt kiribû. [6392 aydogan_res] Çi nasên ku li wira hebûna, çi dost, çi meriv, giş rakiribûn ser piyan. [6393 aydogan_res] Giş bi pey şopa wî ketibûn. [6394 aydogan_res] Gişan ji hev pirsîbû. [6395 aydogan_res] Lê çi kesên ku ji wan dihat pirsîn, ew nedîtibû. [6396 aydogan_res] Çend merivên wan ji niha de ji bo ku werin Stembûlê û li cem wan bin, ketibûn riyê jî. [6397 aydogan_res] Yên malê jî hew dikarîbû bi vê kerbê îdare bikiraya. [6398 aydogan_res] Resûl Beg di nav nivînan de bû. [6399 aydogan_res] Gava bihîstibû ku Robîn wenda bûye, eynî mîna ku di roja kuştina Seydo de li wî hatibû, pişta xwe dabû dîwêr, çavên xwe veşartibûn û bi dizî giriyabû. [6400 aydogan_res] Dilê wî nema debar kiribû û krîzek hatibûyê. [6401 aydogan_res] Ji wê rojê de ye ku nikarîbûya rabe ser xwe û her roj textor dianîn ser wî. [6402 aydogan_res] Hişê xwe jî wenda kiribû. [6403 aydogan_res] Kê li derî bixistaya, bi heyecan radibû û digiriya û digot: [directspeech aydogan_res] Lawo, derî vekin. [6404 aydogan_res] Derî vekin, haho! [6405 aydogan_res] Robînê min li ber derî nehêlin. [6406 aydogan_res] Robînê bavê xwe li derve nehêlin. [6407 aydogan_res] Niha qerisiye, nesax ketiye dîsa. [6408 aydogan_res] Wî bînin. [6409 aydogan_res] Wî bînin têxin himbêza min. [6410 aydogan_res] Derî vekin, haho! [6411 aydogan_res] Derî vekin. [6412 aydogan_res] Derî negirin. [6413 aydogan_res] Robînê min li ber derî nehêlin. [6414 aydogan_res] Kesî ji devê wî fahm nedikir, lê wî dîsa jî hey digot û digiriya û li sînga xwe dixist. [6415 aydogan_res] Nexweşiya wî roj bi roj girantir dibû. [6416 aydogan_res] Resûl Beg… Resûl Begê ku peyva wî li ba xelkê pere dikir. [6417 aydogan_res] Resûl Begê ku li hemû taxên Diyarbekirê xelkê jê hez dikir. [6418 aydogan_res] Resûl Begê ku zilamê ku mirov dikarîbû pişta xwe bidayê, li ba wî bisitiriya. [6419 aydogan_res] Niha bûbû tune. [6420 aydogan_res] Du lawên xwe wen-da kiribûn. [6421 aydogan_res] Du law. [6422 aydogan_res] Du tayên rihanê... [6423 aydogan_res] Ne Resûl Beg bi tenê bû ku ketibû halekî xerab. [6424 aydogan_res] Leyla Xanim jî êdî ne Leyla Xanima berê bû. [6425 aydogan_res] Hew dikarîbû bipeyiviya. [6426 aydogan_res] Ruyê xwe tev de dîsa mîna ku di şûna Seydo de kiribû, çirandibû û di nav xwînê de hiştibû. [6427 aydogan_res] Her li ser paldanka biniya pencereyê rûdinişt û çavên wê li rê bûn. [6428 aydogan_res] Her digot qey Robîn aniha dê ji serê neqebekê derkeve û were, were û xwe biavêje himbêza diya xwe. [6429 aydogan_res] Serê xwe li dîwaran dixist û digiriya. [6430 aydogan_res] Li xwe dixist. [6431 aydogan_res] Dinaliya. [6432 aydogan_res] Di ber xwe de dilorand. [6433 aydogan_res] Lawij digotin. [6434 aydogan_res] Herkesê ku li wê guhdarî dikir, digiriya. [6435 aydogan_res] Gava ku wê dest bi lawijan dikir, Mîtanî û Bedirxan ji fediyan radibûn derdiketin hêwanê. [6436 aydogan_res] Serên xwe didan ber hev û ji neçarî digiriyan. [6437 aydogan_res] Wek zilamên xurt, lê neçar, muxtac, digiriyan. [6438 aydogan_res] Digiriyan û tişt ji destê wan nedihat. [6439 aydogan_res] Leyla Xanim tu carî ji ber pencereyê ranedibû. [6440 aydogan_res] Hew nan jî dixwar û zewade jî bi devê xwe nedixist. [6441 aydogan_res] Ji xwe, ji berê de dilê wê ne xurt bû, îja piştî jana herî mezin, kuştina Seydo û bi ser de jî wendabûna Robîn... Carê diket û ji ser hişê xwe ve diçû. [6442 aydogan_res] Meryema ku ew di wî halî de didît, digot qey diya wê dimire, li xwe dixist, diqêriya û digiriya. [6443 aydogan_res] Vê rewşa malê, tifaqa wan ya ku ji ber şerê wan î navxweyî xera bûbû jî ji nû ve kiribû weke berê. [6444 aydogan_res] Mirov digot qey gişan wî şerê xwe ji bîr kiribû. [6445 aydogan_res] Binevş êdî mîna qîzeke malê tev digeriya û berî herkesî karên hundirê malê giş dikirin. [6446 aydogan_res] Her gava ku Leyla Xanim diket erdê û ji ser hişê xwe ve diçû, berî gişan ew direviyayê û kolonya li ser û çavên wê dikir. [6447 aydogan_res] Di ber re jî digiriya, li ber diket. [6448 aydogan_res] Wan ew derdên xwe giş ji bîr kiribûn. [6449 aydogan_res] Wendabûna Robîn ji nû ve tifaq xistibû malê... [6450 aydogan_res] Mîtanî û Serdar ne wek Leyla Xanim û Resûl Beg bûn, wan hêviya xwe nebirîbû. [6451 aydogan_res] Robîn ji bo wan ne bi tenê weke birayekî bû. [6452 aydogan_res] Mîtanî ji cerga ku bi nexweşiya Robîn hisiyabû, bi çavekî din li wî diniherî. [6453 aydogan_res] Heft salên Robîn bûbûn ku tu kar nekiribû; lê Mîtanî carekê jî ji ber vêya minet li wî nekiribû. [6454 aydogan_res] Ji ber ku birayê xwe baş nas dikir û wî jî mîna diya xwe ew dixist şûna Seydo, dilê wî pir bi ser wî de bû. [6455 aydogan_res] Serdar ne bi qasî Mîtanî xurt bû. [6456 aydogan_res] Ew bi dizî digiriya. [6457 aydogan_res] Belkî ji Robîn hînî vî awayî bûbû. [6458 aydogan_res] Wî jî weke Robîn, tiştekî xwe eşkere nedikir êdî. [6459 aydogan_res] Ma ne ewqas sal in ku herkesî bi rewşa Robîn dizanîbû, lê kesî ji wan nizanîbû bê derdê wî çi bû. [6460 aydogan_res] Wî jî, hey digiriya û serê xwe bi dizî li dîwaran dixist. [6461 aydogan_res] Robîn mamosteyê wî bû. [6462 aydogan_res] Wî ji xwe re weha digot û qebûl kiribû... [6463 aydogan_res] Berê lê hay nebûbû, gava di ber odeka wî re bihurî, carekê xwast ku li hundirê odekê binihere. [6464 aydogan_res] Ji cerga ku Robîn wenda bûbû, ji ber ku ber xwe nedîtibû, neketibû odeka wî. [6465 aydogan_res] Ne ew tenê; yên din jî neketibûn odeka wî. [6466 aydogan_res] Hew carekê, ew jî gava Leyla Xanim bêhiş ketibû, ji bo ku kolonyayekê bibîne, Binevş bi şaşî ketibû odekê. [6467 aydogan_res] Qey ji ber wê teşqeleyê bû, ku nehatibû bîra wan. [6468 aydogan_res] Vegeriya û deriyê odekê vekir. [6469 aydogan_res] Li hundir niherî. [6470 aydogan_res] Gava çav li nivînên wî ket, kelogirî bû. [6471 aydogan_res] Berê xwe guhert, debar nekir. [6472 aydogan_res] Lê dîsa jî vegeriya û ket hundir. [6473 aydogan_res] Di serî de, lê hay nebûbû, lê gava ku li erdê niherî, wêneyên jihevbelavbûyî dîtin. [6474 aydogan_res] Daqul bû, rahişt çend wêneyan û li wan niherî. [6475 aydogan_res] Di wêneyekî de, li ser bircan, Robîn û du hevalên xwe xuya dibûn. [6476 aydogan_res] Yek ji wan dirêj û xurt bû; yê din qut î şidiyayî bû. [6477 aydogan_res] Wî ew kesê dirêj nas dikir. [6478 aydogan_res] Şêxo bû. [6479 aydogan_res] Pişta xwe dabû dîwarekî û li devereke ku di wêne de xuya nedibû, diniherî. [6480 aydogan_res] Lê yê din nas nedikir. [6481 aydogan_res] Ew qet nedîtibû. [6482 aydogan_res] Di destê wî de kêrek hebû, bi wê kêrê darikek tûj dikir û li objektîfê diniherî. [6483 aydogan_res] Dibişirî. [6484 aydogan_res] Di wêneyê din de jî dîsa li ser bircan bûn. [6485 aydogan_res] Lê vê carê, yê qut çûbû û keçikeke esmer hatibû, di nav Şêxo û Robîn de rûniştibû. [6486 aydogan_res] Ji kincên li ser wan têgihişt ku herdu wêne di eynî rojê de hatibûn kişandin. [6487 aydogan_res] Qey wêneyê yekem ji aliyê keçikê ve û yê din jî ji aliyê wiyê qamkinik ve hatibû kişandin. [6488 aydogan_res] Wêneyê binî jî derxist, lê niherî. [6489 aydogan_res] Disa li ser bircan bûn. [6490 aydogan_res] Lê keçik bi tena serê xwe bû. [6491 aydogan_res] Roj li paş kesê ku wêne dikişîne bû û dida ruyê keçikê. [6492 aydogan_res] Siya kesê wêne dikişand jî xuya dibû. [6493 aydogan_res] Keçikê çavên xwe ji ber şewqa rojê girtibûn û dikeniya. [6494 aydogan_res] Hebe nebe, yê ku siya wî xuya dibe, Robîn e. [6495 aydogan_res] Ji ber ku wêneyê çaremîn jî yê Robîn û vê keçikê bû û Robîn bi awayekî ku ev wêne bi zorê pê hatibe kişandin, fediyokî li objektîfê diniherî. [6496 aydogan_res] Robîn tu carî behsa vê keçikê nekiribû û Serdêr ev wêne qet nedîtibûn; lê qey ev keçik hezkiriya Robîn bû. [6497 aydogan_res] Serdêr ji rewşa odekê fahm kir ku Robîn berî ji malê derkeve, li van wêneyan niherîbû. [6498 aydogan_res] Wêne giş ji erdê dane hev û ew danîn ser maseyê. [6499 aydogan_res] Wê gavê, di nav deftereke li ser maseyê de, çav li tiştekî ket. [6500 aydogan_res] Serê kaxizekê xuya dibû. [6501 aydogan_res] Beyî ku giringiyekê bidiyê, ew kaxiz ji wira kişand û vekir. [6502 aydogan_res] Helbesteke piçûk tê de hebû. [6503 aydogan_res] Serdêr ew bi lez xwend: Evîn bi dawî bûn, hezkiriya Diyarbekirî Temenê xwe temam kir jiyana bicîwarbûyî Tu kes kedîkirî nîne êdî... [6504 aydogan_res] Bîstikekê sekinî û li ser helbestê fikirî. [6505 aydogan_res] Ket bin tesîra wê. [6506 aydogan_res] Wî tu carî helbesteke weha nexwendibû. [6507 aydogan_res] Devê wî ji hev çûbû. [6508 aydogan_res] Gava ku hebekî fikirî, lê hay bû ku kêfa wî pir ji zimanê kurdî re tê... [6509 aydogan_res] Lê belê, xwediyê vê helbestê kî bû? [6510 aydogan_res] Gelo ev helbest ya Robîn bû? [6511 aydogan_res] Wî berê jî helbestên Robîn yên ku di kovar û rojnameyan de derdiketin dixwendin, lê helbesteke wî ya weha nedîtibû. [6512 aydogan_res] Ji xwe, Robîn helbestên xwe bi kesî nedidan xwendin. [6513 aydogan_res] Piştî ku dihatin weşandin wê çaxê dihatin xwendin. [6514 aydogan_res] Çawa dikarîbû îdare bikiraya, lawo! [6515 aydogan_res] Heke Serdar bûya, qet nikarîbû xwe bigirtaya. [6516 aydogan_res] Wî dê her helbesta xwe berî ku bidaya kovarekê an jî rojnameyekê, ji herkesî re bixwendaya û ber dilê xwe xweş bikiraya. [6517 aydogan_res] Ma çima ev hemû nivîskar giş weke hev in? [6518 aydogan_res] Hema di kar û barên wan de esrarengîziyek heye. [6519 aydogan_res] Mirov dibêje qey tu karî nakin, lê ji nişka ve berhemekê derdixin ku hişê mirov nagihêjê. [6520 aydogan_res] Belkî ji ber wê, ew jî nebûbû nivîskarek. [6521 aydogan_res] Bi dû re, di dilê xwe de got: [directspeech aydogan_res] Na, lo! [6522 aydogan_res] Ma çi pêywendiya nivîskariyê û van tiştan bi hevdu re heye. [6523 aydogan_res] Heke mirov di vî karî de, jîr û zane be, ji xelkê veşêre jî veneşêre jî ji xwe dîsa berhema wî derdikeve. [6524 aydogan_res] Ma kes dikare riyê li ber vêya bigire? [6525 aydogan_res] Dibe ku ew ji diziyê ditirsin û ji ber wê, heta ku xelas nebe, ji kesî re behsa berhemên xwe nakin. [6526 aydogan_res] Wî ji xwe re weha digot, lê wî tu carî bîr nedibir bê ji bo çi nivîskar giş ecêb bûn û nedişibiyan însanên normal. [6527 aydogan_res] Jiyana wan, tevgerên wan, fikrên wan... Gelek kesan mîna ku ji bo Robîn jî carinan weha dihat gotin, ji bo nivîskaran digot ku ew dîn in. [6528 aydogan_res] Lê ya rastî, kesî jî newêrîbû behsa vê yekê ji wan re bikiraya. [6529 aydogan_res] Gava li wan tiştan difikirî, rewşa Robîn a berî ku wenda bibe hat bîra wî. [6530 aydogan_res] Wê gavê, heq da wan hemû kesên ku ji wan re digot ku ev dîn in. [6531 aydogan_res] Lê dîsa jî xweziya xwe bi dilê wan kesên dîn anî. [6532 aydogan_res] Helbest di destê wî de, ji xwe re difikirî û di odekê de digeriya. [6533 aydogan_res] Gava berê wî ket dîwêr, mîna li tiştekî ku heta niha nedîtibe rast hatibe, sekinî û bala xwe bi heyecan dayê. [6534 aydogan_res] Li dîwêr wêneyekî çarçovekirî hebû. [6535 aydogan_res] Di wêne de, pireya dehderî xuya dibû. [6536 aydogan_res] Dicleya ku di bin wê re diherikî û diçû jî bi hemû bedewiya xwe li ber çavan bû. [6537 aydogan_res] Jê hebekî bi wê de jî bircên keleha Diyarbekirê xuya dibûn. [6538 aydogan_res] Wî heta niha, ewqasî guh nedabû vî wêneyî. [6539 aydogan_res] Lê wê gavê, mîna ku di biniya wî wêneyî de, ji wê dîmena pireya dehderî û Dîcleyê kûrtir tiştekî din hebe, lê diniherî. [6540 aydogan_res] Her tiştên ku li odeka Robîn çav lê ketibû, di serê xwe de anîn ber hev. [6541 aydogan_res] Fikirî. [6542 aydogan_res] Wêneyên ku li ser bircan hatibûn kişandin, helbesteke li ser hezkiriyeke kevin a Diyarbekirî, pireya dehderî, Dîcle û Robîn... [6543 aydogan_res] Çavên wî ji nişka ve fireh bûn. [6544 aydogan_res] Veciniqî. [6545 aydogan_res] Kaxizên destê xwe avêtin erdê û ber bi aliyê hêwanê ve baz da. [6546 aydogan_res] Derî bi carekê vekir û ket hundir. [6547 aydogan_res] Gişan li wî diniherî. [6548 aydogan_res] Mîtanî û Bedirxan bi ketina wî ya hundir re rabûbûn ser xwe. [6549 aydogan_res] Herduyan jî gotibû qey tiştek bûye. [6550 aydogan_res] Lê di ruyê Serdêr de, mahneyeke din hebû. [6551 aydogan_res] Dikeniya. [6552 aydogan_res] Diqêriya. [6553 aydogan_res] Bi wê re dengê telefonê hat. [6554 aydogan_res] Giş mat mabûn. [6555 aydogan_res] Deng ji Serdêr jî biliya. [6556 aydogan_res] 9. [6557 aydogan_res] Min ji vira bibe Gulcan, min bernede... [6558 aydogan_res] »li qiraxa Dîcleyê du evînên kêrkirî [6559 aydogan_res] du evînên ji êgir û xwe digihînin lêvên min...« [6560 aydogan_res] Du roj derbas bûbûn ku ji wira derneketibû. [6561 aydogan_res] Hew dikarîbû bi roj ji şikefta xwe derketaya êdî. [6562 aydogan_res] Dizanîbû; heke dîsa bihataya girtin, vê carê kesî nikarîbû ew ji mirinê xelas bikiraya. [6563 aydogan_res] Lê ji bo ku xwe veşêre, êdî sedemeke din jî hebû. [6564 aydogan_res] Ji Nûşînê direviya. [6565 aydogan_res] Ji xwe direviya. [6566 aydogan_res] Gava dinya tarî bûbû, nema dikarîbû bi xwe û derketibû. [6567 aydogan_res] Lê dîsa jî newêrîbû biçûya nava bajêr. [6568 aydogan_res] Ji lewre, daketibû biniya bircan û xwe ji wira bera qiraxa Dîcleyê dabû. [6569 aydogan_res] Li dengê wê û bêdengiya şevê guhdarî kiribû. [6570 aydogan_res] Heta ku xewa wî hatibû jî li wira mabû, li ava Dîcleyê ku stuxwar diherikî, niherîbû û giriyabû. [6571 aydogan_res] Kî bîra ku mirov di şikeftekê de xwe bi xwe mahkûm bibe! [6572 aydogan_res] Êvaran jî bi tenê bikaribe were qiraxa çemekî mîna Dîcleyê ku bûye şahidê dîrokê. [6573 aydogan_res] Mîna însanekî nefîkirî... [6574 aydogan_res] Roja din jî heta ku lê bûbû êvar, serê xwe ji şikeftê dernexistibû. [6575 aydogan_res] Gava ku êdî birçî bûbû jî bi dizî daketibû jêrê û ji pîrekeke ku nan bi tenûrê ve dida, nanek stendibû û tisî xwaribû. [6576 aydogan_res] Pîrek di serî de ji wî tirsiyabû, lê digel wê tirsa xwe, beyî ku tiştekî bipirse, nanekî germ jî dirêjî wî kiribû. [6577 aydogan_res] Mîna ku ev sed salên wî bûn ku di wira de bû... Nema dikarîbû bi devereke din jî biçûya. [6578 aydogan_res] Êdî an ew ê li benda mirina xwe bimaya, an jî ew û şensa xwe... Belkî hin bihatana û ew ji wira xelas bikiraya. [6579 aydogan_res] Ro derbas nedibû. [6580 aydogan_res] Sebra wî nemabû. [6581 aydogan_res] Ji libendemayinê westiyabû û di xew re çûbû. [6582 aydogan_res] Gava çavên xwe vekirin û li aliyê derve niherî, tarî ketibû erdê. [6583 aydogan_res] Laşê xwe yê giranbûyî bi zorê ji erdê rakir û derket. [6584 aydogan_res] Hingî li erda sar raketibû, her derê wî pûç bûbû. [6585 aydogan_res] Lingên wî qerimîbûn. [6586 aydogan_res] Ji pêlikan bi zorê daketibû. [6587 aydogan_res] Lingên wî ew dîsa bir goristanê. [6588 aydogan_res] Dîsa berê, li ser mezelê Hemdîn sekinî, daqûl bû û serê xwe danî ser kevirê gora wî û giriya. [6589 aydogan_res] Pêwîstiya wî bi hevalekî hebû ku serê xwe deyne ser milê wî û bigirî. [6590 aydogan_res] Bi tenê bû, aciz bûbû, hemû hêviyên wî têk çûbûn... [6591 aydogan_res] Li ber serê Hemdîn têra xwe giriya. [6592 aydogan_res] Bi dû re çû ser mezelê Seydo. [6593 aydogan_res] Du kesên ku niha dixwast xwe biavêje himbêza wan... Du kesên ku dikarîbû himbêzên xwe ji wî re vekirana û ew aş bikiraya. [6594 aydogan_res] Du mirî, du term, du bîranînên heta û heta... [6595 aydogan_res] Bi tenê bû. [6596 aydogan_res] Nizanîbû bê divê çi bikiraya. [6597 aydogan_res] Heta dereng, li goristanê mabû. [6598 aydogan_res] Bi dû re, ji ber tirsa xwe, hew li wira debar kiribû, dîsa vegeriyabû ser bircan, şikefta xwe. [6599 aydogan_res] Li wira jî têra xwe giriyabû û hingî westiyabû, serê xwe çawa danîbû, di xew re çûbû. [6600 aydogan_res] Yekî ku beyî şer bike têk çûbe çawa bigirî û di xew re here, ew jî eynî weha... [6601 aydogan_res] Dîsa tê dernexist. [6602 aydogan_res] Xewn bû an na? [6603 aydogan_res] Ji xwe, ji bo wî, tu tişt ferq nedikir. [6604 aydogan_res] Ha xewn, ha rastî. [6605 aydogan_res] Herdu jî weke hev bûn. [6606 aydogan_res] Mirov çawa di nav qelebalixiya bajarekî de, bi tena serê xwe be; çawa di jiyana ku mîna çemekî diherike de, mîna miriyekî be, eynî weha. [6607 aydogan_res] Ro dikira hilataya. [6608 aydogan_res] Lê hê jî tarî bû, bes bêhna sibehê jî ne ewqasî dûr bû. [6609 aydogan_res] Bayê kur dengê xwe birîbû, mirov digot qey li wî temaşe dike. [6610 aydogan_res] Diyarbekir hê di xew de bû. [6611 aydogan_res] Robîn rabû meşiya û çû derket serê bilindahiyekê. [6612 aydogan_res] Berê, li jêrê temaşe kir. [6613 aydogan_res] Sekinî. [6614 aydogan_res] Ev bajarê di xew de, ev bajarê ku him bûye warê evînên wî yên kevin him jî bûye bîreke kûr î bêbinî, bîra bitenêtiya wî... Her der bêdeng bû, her der di xew de. [6615 aydogan_res] Li Diyarbekira ku xwe dabû qiraxa sibeheke nû, diniherî. [6616 aydogan_res] Mîna ku mirov li wêneyekî xwe binere. [6617 aydogan_res] Mîna ku mirov li çavên hezkiriyeke xwe ya kevin binere. [6618 aydogan_res] Bîstikeke din, hemû melayên Diyarbekirê dê dest bi azana sibeha nû bikiraya. [6619 aydogan_res] Bistikeke din belkî hayê kesî jî jê çênebûya. [6620 aydogan_res] Belkî ne xema kesî bûya jî. [6621 aydogan_res] Bîstikeke din Robîn ê bimiraya... [6622 aydogan_res] Hingî giriyabû mejiyê wî dewx bûbû. [6623 aydogan_res] Hêsirên çavan di ser hev re diherikîn. [6624 aydogan_res] Çavên wî êdî baş fêrî girî bûbûn. [6625 aydogan_res] Nema tiştek didît. [6626 aydogan_res] Xwe amade kir ku biavêje jêrê. [6627 aydogan_res] Gava li jêrê niherî, serî wî gêj bû û bi şûn ve kişiya. [6628 aydogan_res] Ma mirov çawa dikarîbû bi rehetî xwe biavêtaya himbêza mirinê? [6629 aydogan_res] Dîsa gava xwe avêt û hat li qiraxê sekinî. [6630 aydogan_res] Gava li jêrê niherî, sekinî. [6631 aydogan_res] Li wira, xeyala agirekî bi ber çavên wî ket. [6632 aydogan_res] Agirekî xweş, agirekî gûr. [6633 aydogan_res] Agirekî ku pêtî di ezmanan re derdiket. [6634 aydogan_res] Du kes li dora êgir rûniştibûn. [6635 aydogan_res] Du zilam. [6636 aydogan_res] Herduyan jî serên xwe rakiribûn û li Robîn diniherî. [6637 aydogan_res] Yek ji wan, bi qasî ku mirov bi saya şewqa êgir didît, xort bû. [6638 aydogan_res] Destên xwe rakiribûn û jê re digot: [directspeech aydogan_res] Were Robîn, were ba me... [6639 aydogan_res] Dengên wan bi zorê dihatin wî. [6640 aydogan_res] Robîn dengê wan kesan nas dikir. [6641 aydogan_res] Piştî ku Robîn dengê wan nas kir, an jî wî digot qey weha bû, ruyên wan jî zelal bûn. [6642 aydogan_res] Herdu jî zeîf bûn, herdu jî dirêj. [6643 aydogan_res] Yek ji wan, temberiya wî ji kêlekê de vebûbû, simbêlin wî yên xweşik hebûn ku bi ser lêva wî ya jêrê de dadiketin, ruyê wî yê gewr li ber şewqa êgir dibiriqand. [6644 aydogan_res] Zilam dibişirî. [6645 aydogan_res] Yê din, yê ku ji yê kêleka xwe ciwantir bû, wî jî destê xwe bilind kiribû. [6646 aydogan_res] Porê wî mîna yê eskeran, kin bû. [6647 aydogan_res] Ji niherînên wî xuya bû ku ji zû de çav li Robîn neketibû. [directspeech aydogan_res] Were Robîn, were... [6648 aydogan_res] Robîn ji bo ku xwe biavêje cem wan, li cihekî geriya, lê belê birc pir bilind bû. [directspeech aydogan_res] Were Robîn, were... [6649 aydogan_res] Robîn dikira xwe biavêtaya jêrê, dît ku di şûna herdu kesan de, wan kesên ku bîstika din destên xwe jê re bilind kiribûn û gotibû »were,« du şûrên ku li ber êgir dibiriqandin hatibûn citkirin. [6650 aydogan_res] Dora êgir, bi şûran ve mişt bûbû. [6651 aydogan_res] Xwe bi zorê zevt kir. [6652 aydogan_res] Heke xwe negirtaya, ew ê biketaya ser wan şûran. [6653 aydogan_res] Bêhna wî dikira biçikiya. [6654 aydogan_res] Serê wî gêj bûbû. [6655 aydogan_res] Ji bo ku nekeve xwarê, dîsa bi şûn ve kişiya. [6656 aydogan_res] Bes vê carê, pişta wî li tiştekî din ket. [6657 aydogan_res] Bi tirs li dû xwe zivirî. [6658 aydogan_res] Zilamê ku sê roj berê sileh xistibû serê wî û ew bi zorê ji destê wî filitîbû, niha awirên xwe tûj kiribûn û li hember wî sekinîbû. [6659 aydogan_res] Di destê wî de dîsa sileh hebû. [6660 aydogan_res] Robîn veciniqî. [6661 aydogan_res] Xwast ku bireve, lê bi kû de? [6662 aydogan_res] Li dû wî tu cih tune bû ku bireviyayê. [6663 aydogan_res] Yan ew ê li bende bisekiniya ku zilam lingê devançeyê bikişîne û wî ji vî ezabî xelas bike, yan jî wî ê xwe biavêtaya jêrê û bikuştaya. [6664 aydogan_res] Robîn dikira ji tirsan, bimiraya. [6665 aydogan_res] Diricifî. [6666 aydogan_res] Zilêm sileha xwe rakir û da eniya wî. [6667 aydogan_res] Dilê Robîn dikira bisekiniya. [6668 aydogan_res] Li jêrê niherî; şûr hê li şûna xwe bûn. [6669 aydogan_res] Dîsa li zilêm zivirî. [6670 aydogan_res] Zilêm sileh bi eniya wî ve zeliqand. [directspeech aydogan_res] Xwe biavêje! [6671 aydogan_res] Nizanîbû bê dê çi bikiraya. [6672 aydogan_res] Li herdu aliyan jî mirin hebû, li herdu aliyan jî mirin feqeke vedayî bû. [6673 aydogan_res] Ma qey mirov dikarîbû ji nav mirinan, mirinek hilbijartaya ji xwe re? [6674 aydogan_res] Ma mirov qet dikare? [6675 aydogan_res] Ma qet weha dibe?.. [6676 aydogan_res] Çavên xwe girtin û xwe da bende, serê xwe ber bi jorê ve bilind kir. [6677 aydogan_res] Hey diricifî. [6678 aydogan_res] Bi zorê li ser lingan disekinî. [6679 aydogan_res] Hêsir ji çavên wî diherikîn ser hinarikên ruyê wî. [6680 aydogan_res] Mirin li ber serê wî sekinîbû. [6681 aydogan_res] Ne Ezraîlek bi tenê, lê ezraîlên bêhejmar dora wî girtibû. [6682 aydogan_res] Êdî hertişt xelas dibû. [6683 aydogan_res] Malbata wî hat bîrê. [6684 aydogan_res] Ji cerga ku ji malê derketibû, tu carî ewqasî nexwastibû ku li malê be. [6685 aydogan_res] Lê aniha, çi dixwast ku li mala xwe rûniştî bûya! [6686 aydogan_res] Belkî niha, hayê dê û bavê wî jî ji wî tune bû. [6687 aydogan_res] Belkî kesek bi çûna wî jî nehisiyabû. [6688 aydogan_res] Xwe pir bi tenê his kir. [6689 aydogan_res] Zilêm ling kişand û sekinî. [6690 aydogan_res] Dengê şerqîniya lingî bi tenê hatê. [6691 aydogan_res] Bi tenê dengê lingî. [6692 aydogan_res] Wî dengî jî li der û dorê olan da û li wan vegeriya. [6693 aydogan_res] Robîn xwe da bende ku bimire. [6694 aydogan_res] Lê, nedimir. [6695 aydogan_res] Gule nedihat. [6696 aydogan_res] Gule nedigihişt eniya wî. [6697 aydogan_res] Ji nişka ve, ji dûranê dengek hat bihîstin. [6698 aydogan_res] Dengekî din. [6699 aydogan_res] Ji xeynî yê vî zilamî. [6700 aydogan_res] Ji xeynî yê vî zilamê ku ji bo kuştina wî hatibû. [6701 aydogan_res] Dengekî xweş. [6702 aydogan_res] Dengekî nerm. [6703 aydogan_res] Dengekî nas. [6704 aydogan_res] Dengê keçikekê... [directspeech aydogan_res] Robîn! [6705 aydogan_res] Deng bangî wî dikir. [6706 aydogan_res] Lê ka xwediya vî dengî. [6707 aydogan_res] Ew li kû bû? [6708 aydogan_res] Çavên xwe vekirin. [6709 aydogan_res] Zilêm hê sileha xwe dabû eniya wî û li wî diniherî. [6710 aydogan_res] Zilêm hey ling dikişand, lê devançe nediteqiya. [6711 aydogan_res] Robîn newêrîbû bersiva wî dengî bidaya. [6712 aydogan_res] Wî dizanîbû, heke dengê xwe bikiraya, vê carê devançe dê biteqiya. [6713 aydogan_res] Gule li hemanan bû. [6714 aydogan_res] Ew deng dîsa hatê. [directspeech aydogan_res] Robîn! [6715 aydogan_res] Robîn hew xwe zevt kir. [6716 aydogan_res] Bi qasî ku ji wî hat, heta ku qirika xwe biqetîne, qêriya. [directspeech aydogan_res] Haaahooooooooo... Qêrîna wî heta gihişt ezmanan jî. [6717 aydogan_res] Hin malên der û dorê bi dengê wî re, lempeyên xwe pêxistin. [6718 aydogan_res] Çend çivîk ji ser darekê bi firê ketin. [6719 aydogan_res] Ew jî bi dengê xwe, bi xwe hisiya. [6720 aydogan_res] Hê diricifî. [6721 aydogan_res] Çavên wî yên ku fireh bûbûn, li ezmanê ku dike rohnî bibe digeriyan. [6722 aydogan_res] Digiriya. [6723 aydogan_res] Bi hemû tirsa xwe, bi hemû hêrsa xwe. [6724 aydogan_res] Dîsa ew deng hatê. [directspeech aydogan_res] Robîn! [6725 aydogan_res] Ev dengê nerm. [6726 aydogan_res] Ev dengê xweş. [6727 aydogan_res] Ev deng... Dengê Gulcanê... Bi heyecan li wî dengî zivirî. [6728 aydogan_res] Peyv ji xweber ji devê wî derketin. [directspeech aydogan_res] Gulcan! [6729 aydogan_res] Gulcanê serê wî danîbû ser çonga xwe û ruyê wî mist dida. [6730 aydogan_res] Hêsir ji çavên wê diherikî... [6731 aydogan_res] Robîn ecêbmayî mabû. [6732 aydogan_res] Xwîna wî sekinîbû. [6733 aydogan_res] Rîha wî hatibû, porê wî tev li hev bûbû, çavên wî nepixîpûn. [6734 aydogan_res] Ji ber tirsa kabûsê bîska din jî ruyê wî zer bûbû. [6735 aydogan_res] Hema xwe avêt sitûyê wê û giriya. [directspeech aydogan_res] Min ji vira bibe, Gulcan. [6736 aydogan_res] Min bibe, min bernede... [6737 aydogan_res] Herduyan hevdu himbêz kiribû û digiriyan. [6738 aydogan_res] Gulcanê ew bi ser sînga xwe de dieciqand û pişta wî mist dida. [6739 aydogan_res] Mîtanî û Bedirxan li dû wan sekinîbûn. [6740 aydogan_res] Serên xwe bera ber xwe dabûn. [6741 aydogan_res] Mîtanî digiriya. [6742 aydogan_res] Ji wan bi wê de, du kesên din jî xuya dibûn: şifêrê ku gava du zilaman Robîn dibir ew dîtibû. [6743 aydogan_res] Û Elî. [6744 aydogan_res] Eliyê Artîst. [6745 aydogan_res] Serê xwe bera ber xwe dabû û li ber xwe diniherî. [6746 aydogan_res] Û Zilamekî kal. [6747 aydogan_res] Xwe dabû ser gopalê xwe û li wan diniherî... [1] Li ba min, kurd her bilind in. [2 aydogan_bere] Ji bo kurdan du tişt henin ko sedemên mayîn û nemayîna wan in; ziman û welat. [3 aydogan_bere] Ger kurd di jîyana xwe ya rojane de, li zimanê xwe bi xwedî dernekevin, zimanê wan dê ber mirinê ve biçe. [4 aydogan_bere] Bi mirina zimên re, mijara kurd û Kurdistanê jî dê ji holê rabe; ger wekî her neteweyê xwedîyê welatê xwe, kurd doza Kurdistanê ji xwe re nekin armanceke esasî, wê gavê tu ewlehîya ziman û kultura kurdan jî namîne. [5 aydogan_bere] Divê kurd weke helwêsteke sîyasî, exlaqî û ûjdanî jî li her deverê û bi her awayî li zimanê xwe bi xwedî derkevin. [6 aydogan_bere] Ji bo lêbixwedîderketina zimên jî rêya sereke ev e: Bikaranîna zimên. [7 aydogan_bere] Ger kurd naxwazin zimanê wan bimire, divê zimanê xwe bi kar bînin. [8 aydogan_bere] Nîvîskarên kurd jî berhemên xwe ji alîyê awa, naverok û estetîkê ve, çi qasî bi misteweyeke bilind biafirînin, rûmeta zimanê kurdî û miletê kurd jî dê ew qasî bilind bibe. [9 aydogan_bere] Tev li hemû asteng û kêmasîyan, berhemên ko bi zimanê kurdî tên weşandin û hewildanên di vî warî de derdikevin holê, mirovî hevîdar dikin. [10 aydogan_bere] Bi taybetî xebatên li Swêdê yên ko li ser kultur û edebîyata kurdî tên kirin, hêjayî pesindayîneke mezin in. [11 aydogan_bere] Heta, mirov dikare bibêje ko li Swêdê »ekoleke« zimanê kurdî ya li ser bingehên rêzimana Bedirxanîyê mezin pêk hatiye û divê ev ekol ji bo paraztin û pêşdebirina zimanê kurdî bibe sitûnek. [12 aydogan_bere] Lê divê em ji bîr nekin ko xebatên mihaceratê bi tena serê xwe, nikarin jîyana zimanê kurdî bidin domandin. [13 aydogan_bere] Divê ziman û edebîyata kurdî li ser axa Kurdistanê bên geşkirin; divê kurd li ser axa bav û kalan, li ziman û edebîyata xwe bi xwedî derkevin. [14 aydogan_bere] Mixabin, ev ji trajedîyeke kurdan e ko kurd hê nikarin li ser axa xwe, bi zimanê xwe bixwînin û binivîsînin. [15 aydogan_bere] Îro hin weşanên ko derdikevin jî ne li Kurdistanê derdikevin û li Kurdistanê nikarin bi awayekî hêsan bên belavkirin (Kurdistana Başur ji alîyê ewlehîya zimanê kurdî ve jî deskevtineke esasî ye, divê giringîya wê baş bê fêhmkirin). [16 aydogan_bere] Mistefa Aydogan nivîskarek ji wan kurdan e ko li Swêdê dijîn. [17 aydogan_bere] Min berê jî hin nivîsên Mistefa Aydoganî yên bi zimanê kurdî ko di kovarên kurdan yên cuda cuda de hatibûn weşandin xwendîbûn û wekî kesekî dilxwazê xwendina bikurdî, keyfa min ji wan nivîsên wî re gelekî hatibû. [18 aydogan_bere] Heta, me çend nivîsên wî yên bitirkî, di kovara Serbestîyê de jî weşandin; ew nivîsên wî yên bitirkî jî ji alîyê uslûbê ve di misteweyeke biserketî de bûn. [19 aydogan_bere] Ev di ”Pêlên bêrîkirinê de” jî dîyar e. [20 aydogan_bere] Çend berhemên Mistefa Aydoganî yên wergerê jî henin; mîna Zaroka Şevê, Siwaro, Siltanê Fîlan, Fîlhemdî û Kurdistan. [21 aydogan_bere] Niha jî wergera pirtûka Orhan Pamukî ya dawîyê (Navê min Sor e) qedandiye û dê demeke pir kurt de pêşkêşî xwendevanên kurd bibe. [22 aydogan_bere] Mistefa Aydogan, bi uslûbeke edebî ya serbest ve hestên sirgûnê, bêrîyê, lêgerînê û ji hemûyan pêşdetir, êşa »reşqedera« kurdan di nava dilê xwe de diguncîne û dinivîsîne û bi ya Hawarê dike, wekî bibêje ”hawar! [23 aydogan_bere] Hawar! [24 aydogan_bere] Kurdno xwe binasin!” [25 aydogan_bere] Ew, Hawarê di jîyana Kurdan de qonaxeke pir giring dibîne û dinivîsîne ko »kurd di Hawarê de, bilind in« û li ber wê heyfê dikeve ko îro hin kes li ser navê kurdewarîyê kurdan piçûk dixin! [26 aydogan_bere] Edebîyat û hiner bilindkirina rûmet û morala miletan in. [27 aydogan_bere] Lewra Mistefa Aydogan balê dikişîne ser Tonî Morrîsona »reşik« ya xelatwergira Nobelî ya Edebîyatê û bi wergirtina xelatê re bilindkirina şexsîyeta mirovên reşik... Mistefa Aydogan çi qasî li Hawarê û Celadet Bedirxan, li Dicle-Firat û Edip Karahan şareza ye, di edebîyata cihanî de jî ew qasî serwext e... [28 aydogan_bere] Ev pirtûk ji şanzdeh nivîsên Mistefa Aydoganî pêk tê ko berê di hin kovarên cihê cihê de hatinin weşandin. [29 aydogan_bere] Sê nivîs ji van, li ser Xelata Nobelî ya edebîyatê û hin nîvîskaran in ko xelat wergirtinin. [30 aydogan_bere] Çar nivîs jî bi awayekî çîrokî ya modern-postmodern hatinin nivîsandin; ji vana çîroka herî balkêş, »23 sal berê« ye. [31 aydogan_bere] Di vê çîrokê de, Dêrik di bin herka libên hinaran de ye. [32 aydogan_bere] Di vê nivîsê de, stêrk ji ezmanan tên xwarê… kûr kûra Xabê ye, qêrîna Qîza Qirêl û hawara lêf û berîyê tev li hevdu dibin. aydogan_bere] [33 aydogan_bere] Nivîseke dirêj jî li ser Celadet Bedirxan û kovara Hawarê ye; Celadet wekî »Elyêzerê kurd« tê binavkirin; di eslê xwe de, Elyêzer mirovekî cihû ye, bingeha zimanê îbranî danîye, ew ji nû ve vejandiye û pêşkeşî gelê cihû kiriye; Celadet Bedirxan bi xwe jî li ser vî Elyezêrê cihû nivîsek nivîsîye û di nivîsa wî de ev zilam bi xebata xwe ya hêja ya ko rê li ber reşqedera neteweyekî girtiye û ji bo vejîna ziman û neteweyekî pêşkêşî kiriye, wek nimûneyekê pêşkêşî kurdan dibe. [34 aydogan_bere] Mistefa Aydogan jî Celadetî dişibîne vî Elyêzerê cihû û xebata Celadetî ya ji bo zimanê kurdî, li ber çavên xwendevanan radixîne. [35 aydogan_bere] Du nivîsên dirêj jî li ser Rojnameya Dicle-Firat û Edîp Karahanî nin; di pêvajoya rojnamegerîya kurdî de rola Dicle-Firatê vedikole û şexsîyeta Edîp Karahanî wekî rewşenbîrekî payebilind pêşkêşî xwendevanan dike. [36 aydogan_bere] Nivîseke din ya di vê pirtûkê de, li ser rol û helwêsta rewşenbîran e; nivîskar li ser vê pirsê radiweste, bê ka rewşenbîr çawa dikare guhên xwe bidin wijdanê xwe û bibin »dengê wijdên«; helwêsta profesorekî frensî yê ji bo protestokirina êrîşen Fransayê yên li ser Cezayîrê, cubeyê xwe yê zanîngehê bêyî ko careke din li xwe bike, ji xwe kiriye û gotiye, ”Ez nikarim di bin vê şermê de kar bikim« bi bîr tîne û helwêsta wî û rewşenbîrên kurd dide ber hev. [37 aydogan_bere] Nivîskar destnîşan dike ko dema Abdullah Ocalan li Îtalyayê bû, ji ber hin axavtinên wî yên piçûkxistina gelê kurd, 33 rewşenbîrên kurd ew protesto kiribû û li ser wê protestokirina Ocalanî, ev her 33 rewşenbîr bûbûn armanca erîşên PKKyê û aligirên wê. [38 aydogan_bere] Ne ji xwe, hin ji wan aligirên PKKyê jî xwe mîna rewşenbîran dihesiband. [39 aydogan_bere] Nivîsek jî li ser cîhana pirtûkan e; Mistefa Aydogan her pirtûkekê di bexçeyê »mirovistanê« de weke gulekê dihesibîne... Ew di nivîsa xwe ya li ser Helebçeyê de dibêje ”Min bajarek dît, seranser goristan... Min bi hezaran gor dîtin, bi salan şop pêneketî… Bi şevê zûrezûra guran û bi rojê jî xişexişa maran... Ji heyaman vir de ye ko weha tê gotin ev destan...” û trajedîya neteweyekî bi zimanekî edebî li ber çavan radixe. [40 aydogan_bere] Di nivîsa xwe ya ”Ma kurd gurên hevdu nin” de jî li ser girîftarîyên sîyasî yên di na-va kurdan de henin, radiweste; her çi qasî mijar sîyasî be jî nivîskar ji uslûba xwe ya edebî qet bi dûr nakeve. [41 aydogan_bere] Di nivîsa ”Rojekê ez hatim” de, hêza hezkirin û bêrîkirina derketîyekî pir xurt dîyar dibe. [42 aydogan_bere] Nivîsa ”Werger hinerek e“ pêwîstîyê ji gotinan re nahêle, bawerîya min ew e ko gava xwendevan bixwînin, ew ê hêjayîya nivîsê û giringîya fikir û pêşnîyarên di wê de tên pêşkêşkirin, bi xwe jî ferq bikin. [43 aydogan_bere] Her çi qasî ev nivîs berê hatinin weşandin jî ji tam û naveroka xwe qet tiştek jî wenda nekiriye. [44 aydogan_bere] Ez weha bawer dikim ko ev pirtûk dê lezeteke xwendinê bide xwendevanên kurd. [45 aydogan_bere] Mistea Aydogan di vê pirtûka xwe de, bi zimanekî zelal û bi xemilandineke xweş ve gelek caran mirovî ji xeyalekê ber bi bûyereke rastî ve dibe û ji bûyereke rastî jî digîhêjîne xeyalên bêbinî... Ziman û gotinên kurdî û mirovên kurd, di pênûsa Mistefa Aydoganî de, gelekî têrêşin, lê ne şikestînin; bi gotina wî »kurd bilind in«. [46 aydogan_bere] Min gelek dijwarî dîtin lê îro dijwarîya herî mezin ew e ko mirov kurd be. [47 aydogan_bere] Min gelek şer dîtin, lê îro şerê herî dijwar ew e ku mirov karibe kurd bimîne, xwe kurd bihêle... [48 aydogan_bere] Min geh li serê şiverêyekê, geh li ser kanîyekê û geh jî di bêdengîya deştekê de şopa jîyanekê gerand. [49 aydogan_bere] Carinan, min di bin tava heyvê de, berê xwe da û çol û çepelan. [50 aydogan_bere] Carinan, ez bi zeraqa rojê re bi dengê straneke nas li xwe hay bûm. [51 aydogan_bere] Û carinan jî min xwe spart hêza gotinan û ez bi efsûna wan di nav lêf û berîyê de çûm û hatim. [52 aydogan_bere] Carinan, hisên min ên nostaljîk ez zevt kirim û bernedam. [53 aydogan_bere] Bi hemû hêza xwe dora min girt û ji bo min girtîgeheke kesjênefilitî ava kir... Carinan, li min hatin rehmê, pêl bi pêl berê xwe da min û bi kulîlkên lêfa dilrevîn re bêhna berîyeke dilovan a sermestkir ji min re anî. [54 aydogan_bere] Lê wê gavê jî ez di lehîya hêsirên ko hinarikên rûyê min ji xwe re kiribûn cuhok de bi zorê ji fetisandinê xelas bûm. [55 aydogan_bere] Roj hebûn ko ez di agirekî de bûm qîjot, di nav dûmanekê de wenda bûm. [56 aydogan_bere] Roj hebûn ko roj nîvrojê ez bûm hedefa guleyên bêhejmar û di destê “qesasnedîyarekî” de, di nav xwînê de vegevizîm. [57 aydogan_bere] Roj hebûn ko ez bi êşa ciwanên hatibûn “emirqutkirin,” nalîyam. [58 aydogan_bere] Û roj hebûn ko min nikarîbû, delalîyên ber dilê xwe jî gor bikirana. [59 aydogan_bere] Carinan, dilê min bi hesreta bihiştekê perpitî, çavên min li deverekê asê man. [60 aydogan_bere] Rojinan, xezebeke nedîtî bi ser bihişta min de hat û tofaneke ecêb lê rabû. [61 aydogan_bere] Wê gavê, agir bi erdê ket, ter û hişk bi hevdu re dan ber xwe û binê dojehekê danî. [62 aydogan_bere] Carinan, rabûn û rûniştin, hezkirin û guhpêdanên ko bi guhertina mirovan re xuya bûn, ez ecêbmayî hiştim. [63 aydogan_bere] Carinan, li vê devera dinyayê, li vê quncika sar û sermayê, bûyerên ko çavên dinyayê giş dadigerîyan ser, bala min kişand û his û fikirên ko ji ber wan li ba min peyda bûn, tevî hêvîyên min di bişkokên klavyeyê re berê xwe da komputura min. [64 aydogan_bere] Carinan, min li ser sînorê xewn û rastîyê, bi vî alîyî û wî alîyî de baz da. [65 aydogan_bere] Carinan, tiştên ko min di rastîyê de hêvî dikirin, hatin xewnên min. [66 aydogan_bere] Carinan jî min bi hêvîya ko xewnên min rast bigerin nivîsand. [67 aydogan_bere] Carinan, min qesda lêf kir û ez li zarokîya xwe gerîyam. [68 aydogan_bere] Carinan, ez daketim berîyê û min li xortanîya xwe ya nîvcomayî pirsî. [69 aydogan_bere] Carinan, em bi xwe bûn agir û bi hêvîya xwe ketin. [70 aydogan_bere] Carinan jî me bi xwe li ser hêvîyê pal da û ew di bin xwe de mirar kir. [71 aydogan_bere] Carinan, min erdekî beyar bizar kir û tehba min bi erdê de teqîya. [72 aydogan_bere] Carinan, ji kêfa berê erdê dugîsinkirî re tu nemabû ko bask bi min ve çêbûbûna û ez bifirîyama. [73 aydogan_bere] Carinan jî ji taswasan xew bi çavên mirîyên mezelan dibû, lê bi çavên min nedibû. [74 aydogan_bere] Carinan, destê min li pênûsê sist dibû, tilîyên min di xwe re nedidît ko pê li bişkokên klavyeyê bikin. [75 aydogan_bere] Lê tevî vê jî gava kerî û lalî bûbûn adet, min hewil da ko ez çavên xwe ji neheqîyan re negirim. [76 aydogan_bere] Carinan kul û derdên min tev rabûn û ez di quncikekê de qêrîyam. [77 aydogan_bere] Bi kurtî, min carinan fikirên xwe nivîsîn, carinan hisên xwe û carinan jî hêvîyên xwe... [78 aydogan_bere] »Maleke bêpirtûk wekî laşekî bêrih e.« Marcus Tullius Cicero [79 aydogan_bere] I Pirtûk di bexçeyê mirovistanê de gula herî xweşik e. [80 aydogan_bere] Gava ev gul bişkivî, rengê dinyayê bi carekê hat guhertin. [81 aydogan_bere] Dinya xweşiktir û rohnîtir bû. [82 aydogan_bere] Ya ko ev îmkan pêşkêşî mirovatîyê kir, nivîs bi xwe bû. [83 aydogan_bere] Heta ko nivîs nehat peydakirin bexçeyê mirovatîyê ji bêhn û xweşikbûna vê gulê bê par jîya. [84 aydogan_bere] Peydabûna nivîsê, peydabûna şertê zimanê nivîskî, di warê teknolojîya enformasyonê de şoreşa yekem e. [85 aydogan_bere] Gava nivîs peyda bû, şertên pirtûkê jî derketin ortê. [86 aydogan_bere] Û ji gava ko pirtûk peyda bûye û vir de, di jîyana mirovatîyê de rola herî xurt leyiztiye. [87 aydogan_bere] Bi saya wê, bi vê navgîna herî ewle ve, çand û zanîn hatinin paraztin û tevî tecrubeyan dewrî nifşan bûnin. [88 aydogan_bere] Wê heta niha nîşan daye ko di warê paraztin û navberîya çand û zanînê de, ji gava ko peyda bûye û vir de, ew di her deman de bêhempa ye. [89 aydogan_bere] Wê her weha ji bo pêşdebirin û zîndebûna zimên jî roleke bingehîn leyiztiye. [90 aydogan_bere] Şertê ko ew cara yekem derxist ortê, di pêşveçûna mirovatîyê de qonaxeke pir giring e. [91 aydogan_bere] Bi saya wê, em dikarin baştir zanibin, bê demên berê çawa bûn û di derheqê pêvajoya medenîyeta dinyayê de agahdarîyê baştir werbigirin. [92 aydogan_bere] Berê, mirovan ne dikarî bixwendaya û ne jî binivîsandaya. [93 aydogan_bere] Mirovatî bi hezaran salan ji bûyereke ko navê wê nivîs e, bê par jîya. [94 aydogan_bere] Ne kaxez, ne pênûs û ne jî pirtûk di jîyana mirovan de peyda bûbûn. [95 aydogan_bere] Ji bo paraztin û dewirkirina çandê, bi tenê bîra mirovan hebû. [96 aydogan_bere] Ji derveyî vê, tu tişt di destên wan de tune bû. [97 aydogan_bere] Lê hemû tiştên ko dihatin gotin, di bîrê de nediman û di hindurê demê de beşek dihat jibîrkirin. [98 aydogan_bere] Jîyan pêş ve diçû, mirovan ji koçerîyê dest bicîhbûnê dikir û pêywendî bi komplekstir dibûn. [99 aydogan_bere] Pêwîstîyên wan ên jîyanê pirtir û mezintir dibûn û bîra mirovî nema têrê dikir. [100 aydogan_bere] Di vî warî de hewildanên ji bo peydakirina çareyan her berdewam bûn. [101 aydogan_bere] Di encama wan hewildanan de, şertên nivîsê amade bûn. [102 aydogan_bere] Pêvajoya amadekirina şertên wê, ji deh hezar salan berê ve dest pê dike. [103 aydogan_bere] Wêneyên ko mirovên şikeftan çêdikirin, mîna gavên pêşdemên wê tên qebûlkirin. [104 aydogan_bere] Pêvajoya pêşdemên nivîsê, heta ko herfan şûna wan wêneyan girt, dewam kir. [105 aydogan_bere] Gava behsa nivîsê, behsa vê şoreşa teknolojîya enformasyonê ya yekem dibe, dilên mirovan li wê derê lê dixin, çavên wan berê li Rojhilata Navîn diçirisin û dû re jî dadigerin ser gerdena Efrîqayê. [106 aydogan_bere] Li dinyayê, sê çem henin ko gava behsa medenîyetê tê kirin, divê berê behsa wan bê kirin, ji wan bê destpêkirin. [107 aydogan_bere] Ji van, du çem henin ko kana bereketa Mezopotamyayê nin. [108 aydogan_bere] Mezopotamya, wê axa ko tovên medenîyetê cara yekem lê zîl da... [109 aydogan_bere] Li gora dîroknivîsan, medenîyetê cara yekem serê xwe li Mezopotamyayê rakiriye. [110 aydogan_bere] şoreşa teknolojîya enformasyonê li wira dest pê kiriye. [111 aydogan_bere] Nivîs cara yekem bi texmînî, berîya niha bi pênc hezar salan, li wira hatiye peydakirin û bikaranîn. [112 aydogan_bere] Elfabeya dinyayê ya yekem, bû para wê. [113 aydogan_bere] Li wê derê, medenîyeteke pêş hat avakirin û ev medenîyet bi saya nivîsa ko wan peyda kiribû, bi saya nivîsa ko li ser lewheyên kîlî hatibû nivîsîn, gîhişt mirovatîyê. [114 aydogan_bere] Ew awayê nivîsê bi berfirehî hatiye bikaranîn û weke navgîna komunîkasyona navneteweyî rola xwe leyiztiye. [115 aydogan_bere] Çemê din Nîl e, Nîla ko gîyanê Efrîqayê ye, xwîna ko di damarên wê de digere... Efrîqa û Nîl du navên ko sedemên hebûna hevdu pêk tînin. [116 aydogan_bere] Nîl hem li Efrîqayê û hem jî li dinyayê çemê herî dirêj e. [117 aydogan_bere] Di her demê dîrokê de, gelên Efrîqayê xwe li qiraxên vî çemî, li vê dîrêjahîya ko 6670 kîlometre ye, girtiye; cîhên jîyanê yê herî baş, li van qiraxan peyda kirinin û medenîyetên ko hîn jî mirovan li xwe ecêbmayî dihêlin ava kirinin. [118 aydogan_bere] Nivîsên hîyeroglîf jî berhema wê medenîyetê ye. [119 aydogan_bere] Lê nivîsa ko li wê derê derket ortê, tevî ko wan papîrus jî peyda kiribû, li gora ya ko li Mezopotamyayê peyda bûbû, bi sînor ma û bi qasî wê weke navgîneke komunîkasyona navneteweyî nehat bikaranîn. [120 aydogan_bere] Divê li vira bê behskirin ko li Rojhilata Dûr, li Çînê, li wê devera ko kaxez lê peyda bû jî awayekî nivîsê yê taybetî dihat bikaranîn. [121 aydogan_bere] Demek hat, ne kîlên sumeran û ne jî hîyeroglîfên misirîyan man. [122 aydogan_bere] Lê awayê nivîsa ko li Çînê hat bikaranîn, heta niha jî mîna bingehê nivîsa vî zimanî dijî. [123 aydogan_bere] Grêkî, romayî, ereb û hwd jî di pêvajoya dîrokê de, ji bo pêşdebirina vê bûyera nivîs û pirtûkê, di demên cuda de bi dû hevdu re rolên cuda leyiztin û medenîyetên xwe ji yên li pêy xwe re mîras hiştin. [124 aydogan_bere] Ji elfabeya sumeran û vir de, mirovatî di vî warî de bi gelek pêşveçûnan ve rû bi rû bû. [125 aydogan_bere] Lê di nav van pêşveçûnan de, peydabûna mekîneya çapê, ji bo şoreşeke teknolojîya enformasyonê ya din, qonaxeke pir giring e. [126 aydogan_bere] Îroj êdî em pê dizanin ko hîn di salên heftsedî de, hem li Çînê û hem jî li Japonyayê nivîsên dînî dihatin çapkirin. [127 aydogan_bere] Û Ewrûpa ancax bi saya ereban ji kaxeza ko li Rohilata Dûr hatibû dîtin agahdar bû. [128 aydogan_bere] Lê tevî ko em îroj dizanin ko çînîyan di salên heftsedî de, bi îşaretên ko mirov dikare dîsa bi kar bîne, pirtûk çap kirinin jî ji alîyê dîroknivîsan ve Johann Gutenberg di dîrokê de, wekî bavê hinerê çapê tê dîtin. [129 aydogan_bere] Berîya wî, li Ewrûpayê pirtûk bi destan dihatin nivîsandin û pirkirin. [130 aydogan_bere] Weha tê qebûlkirin ko Johann Gutenberg di sala 1450î de, di wê pêvajoya ko hîn ewrên reş ên tarî xwe ji ser Ewrûpayê hilneanîbû de, bi îcada xwe ya mekîneya çapê di dîroka mirovatîyê de yek ji wan midaxeleyên mezin a qederguhêr pêk anî. [131 aydogan_bere] Bi saya vê îcada wî, mirovan îmkanên çapkirin û pirkirina pirtûkan bi dest xistin û bi vî awayî zanîn bi awayekî hîn hêsantir li mirovahîyê belav bû. [132 aydogan_bere] Pirtûka ko cara yekem bi vê mekîneyê hat çapkirin, încîl bû. [133 aydogan_bere] Pirtûkên ko Gutenbergî çap kirin jî di destpêkê de dişibîyan destnivîsan, lê wekî her hinerî, hinerê çapkirina pirtûkan jî her îmkanek ji bo peydekirina îmkaneke din bi kar anî, her gaveke pêşveçûnê, ji bo amadekirina gaveke hîn pêşdetir rol leyizt û bi vê xusûsîyetê heta îroj jî di dîroka mirovatîyê de, bû qasidê zanîn û çandê û statuyeke guhêrnebar wergirt. [134 aydogan_bere] Pirtûk di jîyana mirovan de ew qasî bi cîh bûnin ko ger mirov ji vê jîyanê pirtûkan derxîne, jîyan namîne. [135 aydogan_bere] Pirtûk bûye jîyan bi xwe. [136 aydogan_bere] Pêvajoya pêşveçûna pirtûkê ya ji lewheyên kîlî û glofîtekên papîrusan û heta dema me, nîşan daye ko pirtûk mîna belgeyên medenîyeta dema xwe, bûnin pijaka zanîn, tecrube, fikir, intresse, hiner û edebîyata dema xwe. [137 aydogan_bere] Heta niha, ev statu bê minaqeşe hatiye paraztin. [138 aydogan_bere] Gava Gutenbergî îcada xwe pêşkêş kir, devê herkesî ji hev ma. [139 aydogan_bere] Lê bifikirin ko niha Gutenberg ji gorê rabe û li hinerê çapkirinê yê îroj, li vê teknîka ko devê xwedîyê xwe jî ji hevdu dibe temaşe bike, gelo ew ê çi bibêje, ew ê çi jê fêhm bike? [140 aydogan_bere] Lê tevî vê jî îroj ji ber pêşveçûnên ko bilezbûneke nedîtî çedibin, ji bo statuya pirtûka ko UNESCOyê tarîfa wê ya di dema me de, weha kiriye; » Weşana neperyodîk ko ji derveyî qaba xwe bi kêmanî ji 49 rûpelan pêk tê« tirsek heye. [141 aydogan_bere] Di vê qonaxa teknolojîya îroj de, di pêvajoya ko mirovatî ber bi civata dîjîtal diçe de, ev tirs bêtir dibe û hin îşaretên ko dikarin tesîrê li vê statuyê bikin û wê di jîyana mirovatîyê de li hembera pêşveçûnên medyayên din qels bikin, bêtir xuya dibin (Divê bête dîyarkirin li vira mebest tesîra li statuya pirtûkê ye, ne ew e ko » gelo forma heta niha hatiye baş e, an jî ya dîjîtal baş e?« Ew minaqeşeya ha û helwêsta di vî warî de, ji derveyî çarçoveya vê nivîsê ye). [142 aydogan_bere] II Tirsa di warê pêşeroja pirtûkê de xuya dibû, li ba UNESCOyê, organa Yekîtîya Neteweyan a ji bo perwerde, zanist û çandê jî her diçû zêdetir dibû û ev yeka ha, di civînên wê yên cuda de dihat rojevê. [143 aydogan_bere] Li gora UNESCOyê jî di vê pêvajoyê de pêwîstîya paraztina statuya pirtûkê heye. [144 aydogan_bere] Ji bo paraztin û bilindkirina vê statuyê, divê hewildanên xurt bên kirin. [145 aydogan_bere] Di bin tesîra vê atmosferê de li Parîsê di 25.10-16.11.1995an de, konferansa Unescoyê ya giştî çêbû. [146 aydogan_bere] Ev pirs hat rojeva wê konferansê jî. [147 aydogan_bere] Di encama minaqeşeyan de, her di eynî konferansê de biryar hat dayîn ko 23ê Nîsanê ji îro û pê ve, li dinyayê roja pirtûkê ye. [148 aydogan_bere] Lê di belgeyan de navê wê yê resmî weke « roja Pirtûkê û Mafê Çapkirin û Qopyekirinê » hat nivîsîn. [149 aydogan_bere] Di biryara UNESCOyê de weha tê gotin: [150 aydogan_bere] »Konferansa giştî bawer dike ku; [151 aydogan_bere] -pirtûk di pêvajoya dîrokê de, ji bo belavkirina zanînê, navgîna herî bihêz e û di warê paraztina zanînê de awayê herî efektîv e, [152 aydogan_bere] -hemû tiştên ko ji bo belavkirina pirtûkan tên kirin, ji bo kesên ko îmkanên wan ên bidestxistina pirtûkan henin feyde nin, lê ew, zanîna me ya hevbeş a li ser tradîsyonên dinyayê yên çandî jî pêş de dibin û ji bo karên ko li ser bingehê fêhmkirin, tolerans û dîyalogê hatinin avakirin, îlhamê didin, [153 aydogan_bere] -yek ji wan awayên herî bitesîr ên ji bo piştgirîya pirtûkan û zêdekirina belavkirina wan - ko li gelek welatên endamên UNESCOyê dîyar bûye- ew e; bicîhkirina roja Pirtûkê û di wê rojê de bo nimûne; amadekirina fuar û pêşengehan; ev fikira ha, di qada navneteweyî de, bi cîh nebûye û ji ber vê yekê, konferansa giştî 23ê Nîsanê li dinyayê weke roja Pirtûkê û Mafê Çapkirin û Qopyekirinê îlan dike. [154 aydogan_bere] Di vê rojê de, di sala 1616an de bû ko Miguel de Cervantes, William Shakespeare û Inca Garcilaso de la Vega wefat kir.« [155 aydogan_bere] UNESCOyê ji bo ko pirtûk karibe xwe li hembera bilezbûna pêşveçûnê û xurtbûna medyayên din ragire, awayekî piştgirîyê peyda kir û ev sala sisêyan e ko di 23ê Nîsanê de ev awa tê bikaranîn. [156 aydogan_bere] Ji bo çi 23ê Nîsanê û ne rojeke din? [157 aydogan_bere] Ez li bersiva vê pirsê gerîyam. [158 aydogan_bere] Min dît ko li Katalonyayê, roja pirtûkan ji zû de tê pîrozkirin. [159 aydogan_bere] Di 1926an de ji ber rojçêbûna Cervantesî, 7ê Cotmehê weke roja pirtûkan dihat pîrozkirin. [160 aydogan_bere] 23ê Nîsanê jî ji berê de, weke roja Sankt Goranê ko li gora efsaneyê ejderha kuştibû, dihat pîrozkirin. [161 aydogan_bere] Di wê rojê de mirov gulekê dide kesê/a ko mirov jê hez dike. [162 aydogan_bere] Weha tê bawerkirin ko gulên sor ên ko wê rojê mîna sembolekê xuya dibin jî ji xwîna wî ejderhayî derketinin. [163 aydogan_bere] Lê piştî demekê, herdu roj bûn yek; yanî biryar hat dayîn ko 23ê Nîsanê hem weke roja Sankt Goranî û hem jî weke roja pirtûkan bê pîrozkirin. [164 aydogan_bere] Û ji wê rojê û vir de ye ko li Katalanyoyê gul û pirtûk bûn du hevalên ko nema ji hevdu vediqetin. [165 aydogan_bere] Navê wê rojê jî êdî bû roja gul û pirtûkan. [166 aydogan_bere] Di wê rojê de festîvala pirtûkan tê amadekirin û bikirên pirtûkan ji bo kirîna her pirtûkekê, bi guleke sor tên xelatkirin. [167 aydogan_bere] UNESCOyê ev adeta Katalanyayê weke bingeh wergirt û taybetmendîyeke navneteweyî da vê rojê. [168 aydogan_bere] Bi biryara UNESCOyê îmkan hat amadekirin ko êdî ev tradîsyon dikare li hemû dinyayê belav bibe û bibe yek ji wan rojên mirovatîyê yên hevbeş. [169 aydogan_bere] Di vê rojê de ji bo têgîhiştina rol û giringîya pirtûkan û xurtkirina hezkirina li hembera wan, dê çalakîyên pirhêl bên amadekirin û dilên mirovan ji bo paraztina statuya pirtûkê bi hevdu re lê bixin. [170 aydogan_bere] III Roja pêncşemê bû. [171 aydogan_bere] Zarokan weke hertim serê wê sibehê jî xew li min herimand. [172 aydogan_bere] Çavên wan bar nebûn û şertên ko ez di nav cîhan de bisitirim jî bi carekê ji ortê rakirin. [173 aydogan_bere] Piştî ko wan lihêf ji ser min avêt û ez jî »mecbûrî« beşdarîya henekên wan bûm û ew têra xwe kenîyan, birayê wan ê ko diçe sinifa heftan got; ”Bavo, ma tu ê jî biçî ba yê pirtûkfiroş û ji me re pirtûkekê bînî? [174 aydogan_bere] Îroj pirtûkan didin malbatên xwedîzarok”. [175 aydogan_bere] Wê gavê, ez tê gîhiştim ko ne ji zarokan bûya, îsal jî dê weha derbas bûbûya û hayê min weke sala 96 û 97an dê jê çênebûya. [176 aydogan_bere] Min berê xwe da rojnameyê, ez çi bibînim li Swêdê ji serî heta binî, hema hema li her deverê, ji şevên edebî bigirin, heta pêşengehên pirtûkan, semîner, hevdudîtinên bi nivîskaran re, pirtûkên nuh ên ko bi minasebeta vê rojê derdikevin, xelatên edebî yên ko di vê rojê de tên belavkirin, heta belaşbelavkirina pirtûkan, çalakîyên cur bi cur amade dibin. [177 aydogan_bere] Ev çalakî di vê rojê de balê bêtir dikişînin ser pirtûkan û ji bo lêbixwedîderketineke hîn xurttir civatê di derheqê rol û giringîya pirtûkan a di jîyanê de bi awayekî pirhêl agahdar dikin. [178 aydogan_bere] Di vê rojê de di navbera weşanxane, pirtûkfiroş, nivîskar, pirtûkxane û Daîreya Posteyê de hevkarîyeke pir baş heye. [179 aydogan_bere] Ji bo pîrozkirina vê rojê, li dibistanan çalakîyên cur bi cur tên amadekirin. [180 aydogan_bere] Komeleya Weşangerên Swêdê û Daîreya kar û barên Dibistanan ji bo sê sed hezar xwendekarên lîseyê, sê sed hezar pirtûkan dişînin hemû lîseyên Swêdê. [181 aydogan_bere] Çardeh weşanxaneyên pirtûkên zarokan duwanzdeh hezar pakêt pirtûk belaş dişînin duwanzdeh hezar zarokxaneyên Swêdê. [182 aydogan_bere] Postexaneya Swêdê di vê rojê de îmkaneke weha pêşkêş dike ko her kesê/a ko dixwaze pirtûkan dîyarî bide hinekan, dikare bi rêya posteyê bê pere bişîne û poste di ser re heqê paketê jî nastîne. [183 aydogan_bere] Pirtûkxaneyên Swêdê bi minasebeta vê rojê, xercê pirtûkan ên ji ber derengteslîmkirinê efû dikin û hwd... [184 aydogan_bere] IV Ez di bin atmosfera çalakîyên ko bi minasebeta pîrozkirina vê rojê li vî welatî amade dibin de, li rewşa pirtûka kurdî fikirîm. [185 aydogan_bere] Li weşanxaneyên kurdî, li rewşa nivîskar û rêxistinên civakî û çandî fikirîm. [186 aydogan_bere] Min bala xwe da rewşa xwendevanên kurdî. [187 aydogan_bere] Ez li ser rola ko îro pirtûka kurdî di jîyana me de dileyize fikirîm. [188 aydogan_bere] Têkilîya ko di navbera pêşveçûna zimên û pirtûkê de hebû bala min kişand. [189 aydogan_bere] Min berê xwe da konferansa UNESCOyê, min 186 neteweyên bi rengên cuda dîtin. [190 aydogan_bere] Weke li her deverê, çavên min li vê derê jî li rengê Mezopotamyayê gerîyan, lê bi tu rengê nas neketin. [191 aydogan_bere] Neteweyekî mezin di pêvajoya vê biryarê de jî tune hatibû hesibandin. [192 aydogan_bere] Di vê rojê de jî tu pirtûkeke kurdî ne gîhişt tu zarokxaneyeke kurd. [193 aydogan_bere] Tu pirtûkfiroşan jî bi minasebeta vê rojê, ne tu pirtûkên kurdî firotin û ne jî tu gul dan tu bikirên pirtûkan. [194 aydogan_bere] Min dît ko di 23ê Nîsanê de li her deverê dinyayê, pirtûk di serê govendê de bû. [195 aydogan_bere] Bi her awayî direqisî û bi her zimanî dilîrand. [196 aydogan_bere] Govendeke mezin gerîyabû; ne serî hebû ne jî binî... Dinya qûrîyabû. [197 aydogan_bere] Dê weledê xwe avêtibû. [198 aydogan_bere] Meydaneke rengîn û zengîn, ji Gilgamişê li gîhayê jîyanê digerîya û heta »Microsoft Internet Explorer«a herî talîyê... Lê rengek hebû ko di nav wan de xuya nedibû. [199 aydogan_bere] Rengê me, pirtûka kurdî. [200 aydogan_bere] Pirtûka kurdî wê rojê jî xwe nexemiland û derneket pêşîya xwazgînîyên xwe. [201 aydogan_bere] Me ji bo wê, dîsa ne tu dawet çêkir, ne tu govend gerand û ne jî ji dil lîrand. [202 aydogan_bere] Ne tu kêf û ne jî tu heyecan li dora me xuya bû. [203 aydogan_bere] Xwîn di damaran de ketibû halekî weha ko di navbera ger û rawestandinê de mabû. [204 aydogan_bere] Min wê rojê bi tenê ewrekî reş î tarî dît, ewrekî ko xwe li şînahîya ezmanê me radikişand... Min fêhm kir ko roj dikira li devereke teng li me biçûya ava. [205 aydogan_bere] Ez têgîhiştim ko ji bo pirtûka kurdî, ji bo ko ew bûka me ya delal karibe bi xêr siwar bibe û lehîya berbûyan li dû wê, bi miradê xwe şad bibe û xwîna me di damaran de bilezbûna xwe ya herî xurt bigere û pêlên heyecanê me bidin ber xwe, hewildanên weha bimahne pêwîst bûn. [206 aydogan_bere] Min dît ko di vê dema ko mîratxurên Mezopotamyayê, vê axa ko destpêka medenîyetê bû para wê, mecbûrî şertên berîya lewheyên kîlî dibin de, ji bo me giringîya rojeke weha, hîn bêtir xuya dibe. [207 aydogan_bere] Îroj, kurdî li ser lewheyên kîlî jî qedexe ye. [208 aydogan_bere] Kurd mehkûmî şertên berîya nivîsê, mehkûmî bîra xwe dibin. [209 aydogan_bere] Di vî warî de lêbixwedîderketineke jidil û berxwedaneke xurt a bêrawestan divê. [210 aydogan_bere] Ji bo biserketina vê berxwedanê û misogerkirina vî zimanê ko lewheyên herînî jî lê hatinin qedexekirin, sitûna me ya herî xurt, dîsa nivîsa kurdî ye, pirtûka kurdî ye. [211 aydogan_bere] Pirtûk bûyereke weha ye ko divê ji herkesî bêtir, kurd lê bi xwedî derkevin. [212 aydogan_bere] Ji ber ko pirtûk li ser çi dibin, bila bibin, jîyanê nîşan daye ko ew hem ji bo pêşdebirina zimên û hem jî ji bo zîndekirin û ewlekirina şertên berdewamîya zimên, îmkanên herî xurt û herî efektîv in. [213 aydogan_bere] Ji ber vê yekê, di vê pêvajoyê de ji bo xurtkirin û pêşdebirina statuya pirtûka kurdî, seferberîyeke neteweyî pêwîst e. [214 aydogan_bere] Imtîhaneke dijwar li pêşîya me ye. [215 aydogan_bere] Divê neteweyê me bi pratîka xwe xuya bike ko di vê îmtîhanê de serkevtin dê para wî be. [216 aydogan_bere] Berîya herkesî, divê em ji xwe dest pê bikin û bi awayê jîyana xwe nîşan bidin ko em li wan maf û azadîyên ko em ji bo bidestxistina wan têdikoşin -ne bi tenê bi sloganên ko ne bi zimanê melê ji dil û can û bi zimanê xwe bi xwedî derkevin. [217 aydogan_bere] Ez li tiştên ko divê bên kirin fikirîm. [218 aydogan_bere] Ez gîhiştim wê qenaetê ko pêwîstîya kurdan ji herkesî bêtir bi rojeke weha heye. [219 aydogan_bere] Divê em di vê rojê de, hewil bidin, da statuya pirtûkê û nemaze ya bi zimanê me yê qedexekirî, di nav civatê de bilindtir û xurttir bibe. [220 aydogan_bere] Di vê rojê de, divê weşanxane û nivîskarên me hem li welêt û hem jî li derveyî welêt, bi hewildanên hevbeş çalakîyên cur bi cur amade bikin. [221 aydogan_bere] Divê nivîskarên me hin pirtûkên xwe, cara yekem bi minasebeta vê rojê û her di wê rojê de pêşkêşî xwendevanan bikin. [222 aydogan_bere] Divê rêxistinên me yên çandî, hinerî û civakî di vê rojê de, bi awayên cuda beşdarî wan hewildanan bibin ko ji bo piştgirîya pirtûkê têne kirin. [223 aydogan_bere] Divê kovar û rojnameyên me di rûpelên xwe de cîhekî giring bidin vê rojê. [224 aydogan_bere] Divê her bikirê/a pirtûkeke kurdî bi gulekê bê xelatkirin. [225 aydogan_bere] Ger li welêt şertê wê tune be jî heta ew şert bê amadekirin, qet nebe li derveyî welêt, divê ji her zarokxaneyeke kurd re, bi qasî hejmara zarokên kurdîaxêv, pirtûkên zarokan bên şandin. [226 aydogan_bere] Divê hemû rojname, kovar, komeleyên nivîskaran û weşanxaneyên kurdî hem ji bo vê rojê û hem jî bi minasebeta 22ê Nîsanê roja rojnamegerîya kurdî, ji salê carekê rojnameyeke hevbeş a taybetî biweşînin û hwd... [227 aydogan_bere] Ev roj divê hem bi giştî ji bo piştgirîya statuya pirtûkê û hem jî bi taybetî ji bo ko em li pirtûka kurdî ya ko şertên zîndebûn û berdewamîya jîyana zimanê me misogertir dike, bi awayekî pirhêl û xurttir bi xwedî derkevin, bibe rojeke me ya xwerû kurdî. [228 aydogan_bere] Divê ew di jîyana me de bibe xwedîya cîhekî taybetî. [229 aydogan_bere] Em xusûsîyeteke weha bidin vê rojê, da li gel lêbixwedîderketina pirtûkê, em his û daxwazên xwe yên ji bo paraztin û bikaranîna zimanê bav û kalan bigîhinin civatê û ji bo lêbixwedîderketineke hevbeş, îmkanên xurttir amade bikin û bi vî awayî, şertê hebûna xwe misogertir bikin. [230 aydogan_bere] V Pirtûk ronahî ye. [231 aydogan_bere] Li devera ko pirtûk xwe lê digire, cîh nakeve tarîyê. [232 aydogan_bere] Ji ber vê yekê, yên xwastiye mirovan di tarîyê de li quncikeke dîrokê, bi xwe nehisîyayî û veşartî bihêlin, berîya hertiştî berê xwe daye pirtûkan û bi vî awayî, gelek hêlên dîrokê di tarîyê de hiştinin. [233 aydogan_bere] Di gelek demên dîrokê de, dijminên ronahîyê pirtûkxane şewitandinin, nivîskar hem girtinin, hem kuştinin û hem jî mecbûrî sirgûnê kirinin. [234 aydogan_bere] Bi vî awayî, ronahî di her de-man de hertim bûye hedefa xezeba tarîyê. [235 aydogan_bere] Li welatê min î şewitî jî di gelek demên dîrokê de, pirtûk û pirtûkxane hatinin şewitandin. [236 aydogan_bere] Şewitandin bûye perçeyekî jîyana rojane. [237 aydogan_bere] Ne pirtûkên bi kurdî bi tenê, herweha bi kîjan zimanî dibin bila bibin, pirtûkên li ser kurdan jî tên şewitandin. [238 aydogan_bere] Welatek tevî pirtûk, ziman û rengên xwe, di bin lingên »fîlan« de dinale. [239 aydogan_bere] Tune tê hesibandin. [240 aydogan_bere] Mîna perçeyekî »Fîlistanê« tê dîtin. [241 aydogan_bere] Bi tenê bi zimanê »fîlî« dikare lê bê xwendin. [242 aydogan_bere] Di 23ê Nîsanê de, di wê roja ko dinya bi kêf, heyecan û hezkirina pirtûkan ve dixulxule de, di wê roja ko zarokên me, ne dikarin bi leyistikên xwe bileyizin û ne jî di wan leyistikan de, dilên xwe li »Sat axa, satil axa« rehet bikin de, li »Fîlistanê cejna zarokan«, an jî bi gotineke din, durûtî tê pîrozkirin. [243 aydogan_bere] Ew roj jî îmkanên propagandayê yên bi minasebeta wê rojê jî peyda dibin, ji bona ko pirtûka kurdî, vê parezgeha me ya li dijî asîmîlasyonê ronahîyê nebîne û roj li ezmanê me qet xuya nebe, weke çekeke asîmîlasyonê tê bikaranîn. [244 aydogan_bere] Di 23ê Nîsanê de kêfa min du caran li min bilîya. [245 aydogan_bere] Kulên min du caran li berê, tev de rabûn. [246 aydogan_bere] Ez du caran li ser hevdu li ber ketim. [247 aydogan_bere] Yek ji ber di roja pirtûkê de, situxwarîya pirtûka kurdî bû. [248 aydogan_bere] Ya din jî ji ber durûtîya »Fîlistanê û Siltanê Fîlan« a li hember zarokan bû. [249 aydogan_bere] Di wê roja ko xwedêgiravî, ew dixwazin bikin »cejna zarokên dinyayê« de ji gelek welatên dinyayê, zarok bi kincên xwe, bi adetên xwe û bi zimanên xwe hatin ba »Siltanê Fîlan«, hatin seraya wî ya »krîstal«. [250 aydogan_bere] Yên Zelandaya Nuh li gora adetên xwe, bêvilên xwe di serê xortima »Siltanê Fîlan« de didan. [251 aydogan_bere] »Siltanê Fîlan« ê ko qûn di kuçik de û dev di çiçik de û »bextewarîya xwe« li ser vê situxwarîyê ava kiriye, ji bo ko xwe wekî »zarokhezekî« nîşan bidaya, hemû hinerên xwe yên di vî warî de hebûn mobîlîze kirin. [252 aydogan_bere] Guhên wî yên wek merşan dengan ji qonaxa çil roj û çil şevan his dike, lê dengê zarokên me, zimanê wan nabihîse. [253 aydogan_bere] Çavên wî yên peqle ko »gêrîka reş li ser tahta reş« a qonaxa çil rojî dûr e dibîne, lê pirtûka ko rengê dilê me ye nabîne. [254 aydogan_bere] Ger ev bi rastî cejneke zarokên dinyayê be, ka zarokên ko herroj dixwazin bang bikin û bibêjin; »Hey Siltanê Fîlan, em zimanê xwe dixwazin«? [255 aydogan_bere] Ka ew rengê ko tu wekî cinê ji hesin bitirse, jê ditirsî? [256 aydogan_bere] Zarokên kurd ên li bakurê welêt ko »fîl« her serê sibehê, »ez tirk im, ez rast im«ê bi zorê bi wan didin gotin, di wê rojê de jî bi adetên xwe yên qedexe, bi kincên xwe yên qedexe û bi zimanê xwe yê qedexe, heta ko deng di wan de hebû, dixwast bibêjin; »ziman, ziman, ziman!« û berê xwe bidin keskesora li ezmên a ko bi awayekî xemgîn şehadetî dikir. [257 aydogan_bere] Rewşa zarokan wê rojê jî kêl li projeya »Siltanê Fîlan« bişkavt. [258 aydogan_bere] »Siltanê Fîlan« wê rojê jî ew tune hesibandin, wê rojê jî ji ser texteyê xwe yê »almas« got ko hûn ne hûn in. [259 aydogan_bere] Wê rojê jî hat gotin ko ger hûn mîna »hevwelatîyên azad« dixwazin bijîn, divê hûn hewil bidin, bibin fîl. [260 aydogan_bere] »Siltanê Fîlan« wê rojê jî agir li zarokên me barand û bi xezeba hovîtîya xwe, dengê hawara dayikan di ezmanan re derxist. [261 aydogan_bere] Wê rojê jî nehişt li navbera herdu çeman kulîlk bibişkivin. [262 aydogan_bere] Wî wê rojê dîsa got ko bi tenê yên ko bi dil û can bixwaze bibe fîl, dikarin bijîn û li »Fîlistanê« bibin hertişt, heta dikarin bibin »Siltanê Fîlan« jî. [263 aydogan_bere] VI Pirtûka kurdî situxwar, zarokên kurd situxwar... Di sedsala otobanên zanistê de ji bo ko li navbera herdu çeman kulîlk bibişkivin, ji bo ko roj li ezmanê me yê şîn bi tîrêjên xwe yên dostane tîna xwe bidin me û ji bo ko şertên situxwarîya pirtûka kurdî û zarokên kurd bi temamî ji ortê rabin, çeka me ya herî xurt ew e ko divê em di warê lêbixwederketina ziman û pirtûkê de, helwêsta xwe zelaltir û xurttir bikin. [264 aydogan_bere] Li gelek deverên dinyayê tarîtî hat qewirandin. [265 aydogan_bere] Lê li devera ko roja medenîyetê cara yekem lê hilat, hîn jî hikmê tarîtîyê dimeşe. [266 aydogan_bere] Li devera ko cara yekem nivîs lê peyda bû, hîn jî »nivîs« qedexe ye, ziman qedexe ye û pirtûk qedexe ye. [267 aydogan_bere] ”Pirtûk hêz û îlham e. [268 aydogan_bere] Zanist û bawerî ye. [269 aydogan_bere] Evîn û azadî ye. [270 aydogan_bere] Hêvî û daxwaze...” Pirtûka kurdî dê di cîvaka me de bingehê tolerans, hevdufahmkirin û danûstendinên medenî xurttir bike. [271 aydogan_bere] Em ê jî bi saya wê, hêdî hêdî bêtir fêr bibin ko berê bifikirin û dû re bikin. [272 aydogan_bere] Pêşveçûna zimên bi xurtbûna statuya pirtûkê ve hişk girêdayî ye. [273 aydogan_bere] Her ko statuya wê xurttir bibe, şertên berdewamîya jîyana zimanê me jî dê xurttir bibin. [274 aydogan_bere] Bi hêvîya ko roja pirtûkê di civaka me de jî bê pîrozkirin û ne situxwarîya pirtûka kurdî û ne jî ya zarokên kurd bimîne... [275 aydogan_bere] Wê rojê, ne tu kes çû dehlê û ne jî li qehwexaneya Celalê Sor rûnişt. [276 aydogan_bere] Aşxaneya Hutîyî venebû, şûşeyeke araqê li ser maseya qozîyê bi ser qedeha vala de ponijî. [277 aydogan_bere] Dilek arîya û stêrkek rijîya. [278 aydogan_bere] Qêrîn bi sê zarokên sêwî ket û du pîrekên jinbî li xwe xist û girîyan. [279 aydogan_bere] Her yek ji wan bi zimanekî cuda û her yek li devereke cîhê... Berê ronahîyek ji nişka ve li ezmanê şîn xuya bû û vemirî. [280 aydogan_bere] Bi dû re dûmaneke reş ji erdê hilat. [281 aydogan_bere] Ket navbera erd û ezmên. [282 aydogan_bere] Dinya pê re tarî bû. [283 aydogan_bere] Dilekî bengîn arîya û sitêrkek ji jorê hat xwarê. [284 aydogan_bere] Weke tîreke serbijahrkirî li orta kezebekê ket. [285 aydogan_bere] Babîsokek li dinyayê rabû û ji wê kezeba tîrlêketî û dilê arîyayî xem bi ser dinyayê de barîya. [286 aydogan_bere] Sitêrkek rijîya. [287 aydogan_bere] Berîya wexta xwe... [288 aydogan_bere] 23 sal berê bû. [289 aydogan_bere] Dilek rawestîya. [290 aydogan_bere] Dilekî mêrxas, dilekî bihesret, dilekî pak û bi hezkirinê ve mişt. [291 aydogan_bere] Mirovekî xemxwar negîhaşt xêtir ji me bixwaze. [292 aydogan_bere] Mirovekî rastgo! [293 aydogan_bere] Mirovekî weha ko ne ew ji tirsê, lê tirs jê ditirsîya... [294 aydogan_bere] Ez hê nuh ji ber berbirojkê mala Hecî Deroyî rabûbûm. [295 aydogan_bere] Lawê Hecî Emerî yê mezin dê ji Qubilmeyê bihataya û Şêxmûsê Hecî Evdilqadirî jî ji Dêrikê. [296 aydogan_bere] Laşê min li ber tavê sist bûbû. [297 aydogan_bere] Min berê xwe da malê, lê min di xwe re nedît ko ez biçim odeyê. [298 aydogan_bere] Min hema xwe li hêwana me ya duderî dirêj kir. [299 aydogan_bere] Ji xwe, xewê hîn bi rê ve de zora min biribû. [300 aydogan_bere] Rastîyek bi ser me de wergerîyabû. [301 aydogan_bere] Rastîyeke tahl... Rastîyeke weke rûrikê.... Ez hîn di bin tesîra wê rastîyê de bûm. [302 aydogan_bere] Min xwe çawa dirêj kir, çavên min ên li hemanan ji xweber çûn ser hevdu. [303 aydogan_bere] Min nema xwe dît. [304 aydogan_bere] Min hew dît ko li binîya Camîya Xerabe dawetek gerîyabû. [305 aydogan_bere] Dengê def û zirneyê û laşên govendgerên ko di nav xwêdanê de mabûn, bûbûn yek. [306 aydogan_bere] Hin zarokan ji dawîyê de hişk bi hûçikên dêyên xwe girtibû û bi govendê re bi vir de û wê de kil dibûn. [307 aydogan_bere] Dengê teqîna devançeyên çardehderb, vire vira zarokên ko xwe çeng dikir fîşekên vala û lîrandina pîrekên bikincên dêrîkanî ko hibrîyên wan ên şîrikî li ser kitana merkezêt bi mirovî re dibişirî, tev li hevdu dibûn. [308 aydogan_bere] Ên bi milan bi hevdu re diketin qayişê; ên xwe daqûl dikir û bi lingan diçûnê... Toz û hicac ji ber lingan radibûn û bi ser serên mirovan diketin. [309 aydogan_bere] Çipeçipa xwêdana ko ji enîyan dihat xwarê, bi rimilka li erdê re dihat sitrandin. [310 aydogan_bere] Govend her ko diçû germtir û geştir dibû û dawet her ko digerîya şêntir dibû. [311 aydogan_bere] Hibrîyeke sor di destê dêya zavayî de û yeka mor jî di destê xaltîka wî de, li orta dawetê bi reqs, lîrandin û bi dengê »Kî zava ye, kî zava« li dora Heyderê zirnevan û lawê diçûn û dihatin. [312 aydogan_bere] Zirneya ko her carê, li ber zilamekî lêdixist, halanên di zilaman de dihatin hildan û şabaşîya li ser tebekekê li orta dawetê dihat gerandin, heyecana berbûyan gîhandibû bandevê. [313 aydogan_bere] Li xanîyekî bi çend xanîyan ji wî xanîyê ko govend li hewşa wê digerîya bi wê de, bûkek dihat xemilandin. [314 aydogan_bere] Bûkeke nazdar... Çar keçik li dorê diçûn û dihatin. [315 aydogan_bere] Kincên wan dilên xortan diperitandin; a yekem dêrikanî, a duduyan çîyayî, a sisêyan koçerkî û a çaran jî xavika bimorîk li serî omerkî. [316 aydogan_bere] Bêhna misk û emberê li taxê belav dibû û çavên xortên bihesret û dilbijok bi pêlên bêhna dilrevîn re dadigerîyan. [317 aydogan_bere] Xortekî bejinzirav î xwînşêrîn bi bêsebirî simbêlên xwe ba didan û çavên wî li rêya bûkê dibûn qurux. [318 aydogan_bere] Pêlên kêf û şahîyeke bêsînor rabûbûn û herkesî xwe di çemên safî his diherikî de dadikir. [319 aydogan_bere] Lê ji nişka ve, li ser Camîya Xerabe ya ko ji 1204an û bi vir de di ber xwe de dide, reşek xuya bû. [320 aydogan_bere] Xeberek bi zorê ji devê wî derket. [321 aydogan_bere] Xebereke nexêrê... Bi dengekî kelogirî got; »Haho! [322 aydogan_bere] Haho, agir bi Qezê ket! [323 aydogan_bere] Pêtî di ezmanan re derket. [324 aydogan_bere] Haaaho!« Taqet ne di wî de ma û ne jî di gotinan de. [325 aydogan_bere] Dihezhizî. [326 aydogan_bere] Du reşên din xuya bûn, du reşên situxwar û piştxûz. [327 aydogan_bere] Herdu ketin bin çengên wî û di reşahîya xebera nexêrê de wenda bûn. [328 aydogan_bere] Bi bihîstina wê xeberê re, Heyderê aşiq zirna xwe bi derbekê re ji devê xwe derxist, hilma wî bi carekê çikîya. [329 aydogan_bere] Bû niçeniça wî. [330 aydogan_bere] Kelogirî bû, destê xwe bir ber ruyê xwe, li orta dawetê rûnişt û ponijî. [331 aydogan_bere] Lawê wî jî defa xwe bi kerb danî erdê, bû ufeufa wî , çavên wî melûl bûn û bi dû re di cîhê xwe de sar sekinî. [332 aydogan_bere] Xwêdan sar bû. [333 aydogan_bere] Dawet ferikî. [334 aydogan_bere] Bayekî xemgîn hat û xem li her deverê reşand û kêfa wan bi derbekê re li wan şikenand. [335 aydogan_bere] Wê rojê, Rojhilatê xwe reş girêda. [336 aydogan_bere] Roj xemgîn bû, hilnehat. [337 aydogan_bere] Ezmên ji dil hêsir barandin. [338 aydogan_bere] Bû haho hahoya ewran, li bin guhê hevdu ketin. [339 aydogan_bere] Dinya ji nişka ve bû şev û sitêrkekê xwe ji jorê bera xwarê da. [340 aydogan_bere] Sitêrkeke ne di wexta xwe de... Sitêrkên mayî li xwe xist, bi xeramûşkan rûyên xwe tev çirandin. [341 aydogan_bere] Darên zeytûnan di cîh de hişk bûn, tu lib bi wan ve neman. [342 aydogan_bere] Bû haho hahoya Tûrcelê, dengê qêrîna wê di felekan re derket. [343 aydogan_bere] Kûrînî bi Xab û Kulêbeyê ket û bi ser Êrge Baba de girîyan. [344 aydogan_bere] Qîza Qirêl porê xwe giş hilkir, xwazgînîyên xwe hemû vegerandin, herdu gulîyên xwe di ber de jê kirin û zewac li xwe heram kir. [345 aydogan_bere] Wê rojê, ne tu kes çû dehlê û ne jî li qahweya Celalê Sor rûnişt. [346 aydogan_bere] Aşxaneya Hutîyî venebû, şûşeyeke araqê li ser maseya qozîyê bi ser qedeha vala de ponijî. [347 aydogan_bere] Hespikeke hesinî bêxwedî ma, xwe sipart dîrekê cereyanê û li halê xwe û wan girîya. [348 aydogan_bere] Ji Kanîya Gûzê heta Aşê Mala Xemoyî, kes li sûkê nema. [349 aydogan_bere] Xeto û Remo şaş man û ji jora Dêrikê heta Heramîyan, bi tepan çûn serên xwe. [350 aydogan_bere] Wê gavê, bayekî şînê xwe li taxa Mehmûdan girt. [351 aydogan_bere] Hinar perçivîn, libên wan giş bûn hêsir û bi ser Dêrikê de hatin xwarê. [352 aydogan_bere] Lehîyek rabû û Dêrika Çîyayê Mazî da ber xwe. [353 aydogan_bere] Darbestekê ji Dîyarbekirê da rê. [354 aydogan_bere] Darbesta Serokê Dîwanê. [355 aydogan_bere] Dîwana girtîyên Girtîgeha Dîyarbekirê... Wê gavê kerba ko ji heyaman ve hatibû kolan, xwe di rûyên sûrên Dîyarbekirê de da der. [356 aydogan_bere] Dîcle bi situxwarî herikî. [357 aydogan_bere] Ji girî çavên Firatê ketin ber. [358 aydogan_bere] Araratê şîna xwe li Qesra Isheq Paşayî danî. [359 aydogan_bere] Ji serê zozanên Serhedê dengê dûrikeke dilşewat tevî kilama Bavê Silhoyî, pêl bi pêl ber bi jêrê ve belav bû. [360 aydogan_bere] Çîyayê Metînan Sûlav bi carekê rawestand. [361 aydogan_bere] Çoman ji bo dadgerê xwe yê zemanekî, ji bo Mam Azadê xwe, derîyê dadgeha xwe girt û wê rojê li tu daweyan nenihêrî. [362 aydogan_bere] Çîyayê Bêxêr gazindên xwe bi Xêbûr kirin. [363 aydogan_bere] Ezmên xwe bi êşeke giran ve bi ser hevdu de guvaşt û Xelefê Berber pê re got: »Wey li minê!« Dara tuyê ya li kêleka dikana wî, çer ko dengê wî bihîst, ji qehran tu nema bû bifetisîyaya. [364 aydogan_bere] Hêrsa wê ew qasî bilind bû ko kesî nema wêrîbû xwe bidaya ber sîya wê. [365 aydogan_bere] Hêrsa Girê Qiziltepeyê di dilê wê de hilnehat û awirin tûj di ser serê Qesra Salihê Receb Axayê çeçan re, berê xwe da garnîzonekê. [366 aydogan_bere] Erd ji nişka ve hejîya. [367 aydogan_bere] Lê tu rasatxaneyan ew nepîva. [368 aydogan_bere] Navenda wê Dêrik, Qiziltepe, lêf, berî... Coxrafyayeke bêserî û bêbinî... Herkes li hev civîya. [369 aydogan_bere] Mirovî ax biavêtaya li erdê nediket. [370 aydogan_bere] Dinya qûrîya, herkes rabû ser pêyan. [371 aydogan_bere] Herkes... Ji her deverê, ji her rengî û bi her devokî... Ermenîyên Dêrikê jî pê re... [372 aydogan_bere] Erd careke din hejîya. [373 aydogan_bere] Di newala Xursê de, li wê quncika Bihiştê, duwanzdeh gund bi hevdu re kil bûn. [374 aydogan_bere] Ji ber tesîra wê, lêf wek pelê çilo lerizî. [375 aydogan_bere] Ne Emrûd, ne Efer, ne Bahdînan, ne Erban û ne jî Şêb ma. [376 aydogan_bere] Rastîya tahl xwe gîhand Girê Girgewrê û ji wê derê berê xwe rast da Çemê Evdilmamê. [377 aydogan_bere] Wê gavê çi erdê Xelecan û çi jî yê Çirikan, hemû Kîkan tevî bêşê xwe yê alîyê sînor î din, konê şînê vegirt û qehweya tahl da ser. [378 aydogan_bere] Xeber li Ebû Ceradê gîhaşt Êlas Efendîyî, xwedîyê merameke nîvcomayî. [379 aydogan_bere] Lerizandin pêl bi pêl li coxrafyayeke mexdûr belav bû. [380 aydogan_bere] Mêrdîn jî ji ber wê kil bû û Keleha wê tu nema bû ko bi hemû heybeta xwe ya dîrokî ve bi ser berîyê de wergerîyaya. [381 aydogan_bere] Heskîf çend hezar salên din jî bi nav dîrokê de çû û ji kûrahîyeke bêbinî, bi janeke giran nalîya û agir bi kezeban xist. [382 aydogan_bere] Gurmînî ji Keleha Zêrzewanê hat û bi dengê axîn û nalîna Emînê Ehmed û Dawê Mihê Dilûlê hejîya. [383 aydogan_bere] Qerejdax vê carê ne ji german, lê ji qehran diqijilî. [384 aydogan_bere] Kevirên wê ji berê reştir bûn. [385 aydogan_bere] Pira Şahwelêt rê neda tu wesîteyan. [386 aydogan_bere] Tu zarok li tu otobusên ko di ser pireya Bîlecikê re derbas dibûn, siwar nebû û dengên tu keman û darbûqeyan nehatin bihîstin. [387 aydogan_bere] Deşta Haranê girt ber derîyê Birahîm Pêxemberî û ji wî re got; »Ger ev kar karê Xwedayê te be, bi navê wî Xwedayê ko tu bawerîya xwe pê tînî, tu nema dikarî li vira bisitirî.« Birahîm ji ber hêrsa Haranê ricifî, xwe ji her tiştî bêrî kir û tu tişt li xwe qebûl nekir. [388 aydogan_bere] Cûdî bi tenê wê rojê, cîh ne-da Keştîya Nuhî. [389 aydogan_bere] Nuh polî poşman vegerîya. [390 aydogan_bere] Botan ji serê Birca Belek qûrîya û wê gavê Deşta Geverê ji ber dengê wê hejîya. [391 aydogan_bere] Ûrmîyê li ser navê Rojhilatê, xwe gîhand Wanê. [392 aydogan_bere] Herduyan bi hevdu re deryayeke bêserî û bêbinî pêk anî û şîna xwe li ser danî. [393 aydogan_bere] Ava Emrûd a ko heta wê gavê, tu zebeşî xwe li ber negirtibû û di çend sanîyeyên destpêkê de bûbû du perçe, wê rojê neherikî û Qiziltepeya şewitî dîsa bê av hişt. [394 aydogan_bere] Gola Eyn Ebaso derîyê ava xwe girt û nehişt li Xursa Navê tu aş bigere. [395 aydogan_bere] Bêhna cîh û warekî, bêhna bingeha hesreta dilekî teng bû. [396 aydogan_bere] Tu kesî newêrîbû xwe tê derxistaya. [397 aydogan_bere] Tavê xwe ji tirsan da alî. [398 aydogan_bere] Heyv hingî li ber ket, wê rojê ji dinyayê xeyidî û li dora wê nezîvirî. [399 aydogan_bere] Di cîhê xwe de sar sekinî. [400 aydogan_bere] Ne bi kesî re bişirî û ne jî hişt ko tu evîndar di bin tava wê de, bi dizîka xwe bigîhinin hevdu. [401 aydogan_bere] Sê şev û sê rojan, zewade di gewrîyê re neçû xwarê. [402 aydogan_bere] Sitêrkan yek bi yek xwe li dû hevdu di valahîyeke bêdawî de wer kir. [403 aydogan_bere] Wê rojê, tu qaçaxçîyan li tu sînoran nexist û tu mayinên binaxkirî neteqîya. [404 aydogan_bere] Herkesî pîmê mayina dilê xwe kişand û di xwe de teqîya. [405 aydogan_bere] Hemû meleyên sûrgicî li mala Mele Nezîrî, bi ser hevdu de ponijîn. [406 aydogan_bere] Û Xwedê li meqamê xwe, hemû melekên xwe bi helûbelekê civandin û tiştên li jêrê û jorê diqewimîn, meraq kirin. [407 aydogan_bere] Di dilê herkesî de, rengin tevî herka xwînê bûn. [408 aydogan_bere] Ji rengan alayek pêk hat û di dîrekê dilên wan de, daket heta nêvî. [409 aydogan_bere] Wê rojê, alayê tu ba qebûl nekir û li ber tu bayî liba nebû. [410 aydogan_bere] Li nêvîyê dîrekên dilên wan, xwe bi xemgînî li hev pêça. [411 aydogan_bere] Dinya serûbinî hevdu bûbû û li erd û ezmên xirecireke mezin dest pê kiribû. [412 aydogan_bere] Wê gavê, wî ji ser darbesta xwe serê xwe ji nişka ve bilind kir, li dora xwe nihêrî, biruyên xwe yên qalind ber bi jorê ve rakirin, bi dilovanî bişirî û got: »Heyhat, heyhat! [413 aydogan_bere] Ne xwe, mirin jî ha! [414 aydogan_bere] Xem nake, ew ji bavê xwe bê minet e. [415 aydogan_bere] A va qûça wê jî! [416 aydogan_bere] Bila hayê wê jê hebe ko ji xafil de hat min. [417 aydogan_bere] Na na, hûn pê dizanin ko tu mirin nikare bi min. [418 aydogan_bere] Ez dikarim mirina herî mezin jî bi destekî bifetisînim. [419 aydogan_bere] Lê xem nake, bala xwe bidinê, jîyan dîsa berdewam e. [420 aydogan_bere] Jîyan dîsa jî xweş e. [421 aydogan_bere] Tevî hertiştî jî hêja ye, hêja ye ko mirov bijî... Nebî nebî, hûn berê xwe ji jîyanê neguherin, jê dilgiran nebin û hêvîya xwe jê qut nekin! [422 aydogan_bere] Wê gavê hûn ê min di herikandina her avê de bibînin. [423 aydogan_bere] Di libakirina her rengê dilên xwe de, di her libên hinarên me de, di zeytûnên me yên xilxalî de, di hênikahîya her bayî de, di heybeta her çîyayî de, di zîldana her gîhayî de, di serê her simbilî de... Wê gavê ez namirim. [424 aydogan_bere] Wê gavê ez ê di her bêhnstendinekê de ji nû ve vejîm. [425 aydogan_bere] Di her rengê kûlîlkên Biharê de, di bêhna her gula di ber porê her keçikê de, li serê her zozanî, li binê her newalê, li erdê her berîyê... [426 aydogan_bere] Ez ê wê gavê li her şevbihêrkê, bi we re bim.« [427 aydogan_bere] Ez bi dengê mêvanan şîyar bûm. [428 aydogan_bere] Gelo ez şîyar bûm? [429 aydogan_bere] Me ji kerban silav jî li hevdu nekir, me bi tenê bi çavên melûl li hevdu nihêrî. [430 aydogan_bere] Em hersê jî ji qehran reş xeniqîbûn. [431 aydogan_bere] Min bala xwe dayê ko em di kûrahîya bêdengîyê de wenda dibûn û diçûn. [432 aydogan_bere] Ax ax! [433 aydogan_bere] Rastîya tahl, ax! [434 aydogan_bere] Ax 23 sal berê, ax!.. Gelo ez kî bûm? [435 aydogan_bere] Dibe ko ez tu bim, belkî ew, belkî jî hûn hemû. [436 aydogan_bere] Belkî min qet tu tişt nedîtibe, belkî wê rojê, tu kes li Qosarê derneketibe ser Camîya Xerabe. [437 aydogan_bere] Belkî wê rojê tu mêvan nehatibin. [438 aydogan_bere] Belkî jî tew ez qet nejîyabim, belkî... [439 aydogan_bere] Min rojekê zilamek dît. [440 aydogan_bere] Zilamekî girs, bilind û birûqalind... [441 aydogan_bere] Stockholmê dîsa şewq da [442 aydogan_bere] Roja şemîyê bû. [443 aydogan_bere] Baranekê hûrik hûrik dest pê kir. [444 aydogan_bere] Bi baranê re, xwezaya ko ji ber germa îsal a mezeloqî, ecizîya xwe nikarîbû veşarta jî bi dilovanî bişirî û bêhna xwe ya ko mirovî mest dikir, li hawîrdorê belav kir. [445 aydogan_bere] Di bin tesîra vê guhertinê de, ez û Enwer Karahan, em bi zorê li xwe hay bûn. [446 aydogan_bere] Wê gavê, me berê xwe ji Alvikê, bi lez da Kistayê. [447 aydogan_bere] Tarîx: 06.09.1997. [448 aydogan_bere] Li bajarê Stockholmê, li taxa ko navê wê Kista ye, civînek dihat amadekirin. [449 aydogan_bere] Pirtûkek ko ji heyşt hejmarên kovareke hêja pêk dihat, dê pêşkêşî xwendevanan bibûya. [450 aydogan_bere] Çirîskên ko ji belgeyeke dîrokî diçûn, dê demeke dîroka me rohnî bikiraya. [451 aydogan_bere] Enwer Karahan dibe ko ji ber heyecana axavtina ko dê di civînê de bikiraya û ez jî bi heyecana vê berhevoka ko ez nizanim, bê ji bo çi, lê min ew bi gelek awayan nêzîkî xwe his dikir, em bi lez ketin salona civînê. [452 aydogan_bere] Weşangerê vê berhevokê (Alî Çîftçî) dest bi axavtinê kir û bi axavtina xwe re jî berhevoka heyşt hejmarên Dîcle-Firatê bilind kir. [453 aydogan_bere] Wê gavê, dilên beşdaran bi hevdu re û bi kêf lê xist. [454 aydogan_bere] Piştî weşangêr, Malmîsanijê ko herheyşt hejmarên vê kovarê berhev kiribûn û bi pêşgotineke lêkolîner ve ji bo çapê amade kiribûn, li ser kovarê û edîtorê wê Edîp Karahanî peyivî. [455 aydogan_bere] Tesbîtên Malmîsanijî yên di vî warî de ko di pêşgotinê de jî xuya dibin, pir balkêş in. [456 aydogan_bere] Xebatên Malmîsanijî yên di warê derxistina belgeyên weha de hêjayî pesinandinê nin. [457 aydogan_bere] Gava Enwer Karahanê birayê Edîp Karahanî peyivî, di warê xwedîlêderketinê de rexne hem li malbata xwe girt û hem jî li tevgera neteweyî girt û agahdarî da ko ji bo ko Edîp Karahan bi awayekî hîn firehtir û pirhêltir bê nasîn, pirtûkek dihat amadekirin. [458 aydogan_bere] Eyup Alacabey û Mehdî Zanayî jî wek hevalên Edîp Karahanî çend bîranînên xwe yên bi Edîp Karahanî re pêşkêşî civînê kirin. [459 aydogan_bere] Herduyan behsa dîwana wî ya alternatîva hikûmeta Tirkîyeyê, minaqeşeyên wî yên bi dadgir û dadgeran re, belavokên wî û hwd kir. [460 aydogan_bere] Tiştên ko wan gotin, beşdar hem dan fikirandin û hem jî kenandin. [461 aydogan_bere] Di civînê de behsa tehde û zilma dewletê ya li ser Dîcle-Firatê hebûn jî hat kirin. [462 aydogan_bere] Li gora wê agahdarîyê, dewletê her xwastiye ko wê rawestîne. [463 aydogan_bere] Bi dû re, gava min bi xwe jî lê nihêrî, min di du hejmarên wê de, li ser astengan xwend ko ji alîyê dewletê tên derxistin. [464 aydogan_bere] Di hejmara heyştan de xuya dibe ko hejmarên Dîcle-Firatê (hejmar 2, 3, 4, 5 û 6) li ser biryara Dadgeha Bîngolê ya Silhê, li hemû Kurdistanê hatinin qedexekirin. [465 aydogan_bere] Dîsa di hejmara şeşan de dîyar dibe ko Dîcle-Firat ji hejmara duduyan û pê ve, ji bajarê Cizîrê re jî tê şandin. [466 aydogan_bere] Lê dadgirê Cizîrê rojnameyê li bajarê Cizîrê qedexe dike û rojnamefiroş tehdîd dike, da ew hemû hejmarên Dîcle-Firatê yên ko ji wê rojê û pê ve jê re bên şandin, bêyî ko veke teslîmî dadgirîyê bike. [467 aydogan_bere] Dîcle-Firatê ez ber bi dema zaroktîyê birim [468 aydogan_bere] Min Dicle-Firatek ji Alî Çîftçîyî kirî û bi bêsebirî berê xwe da malê. [469 aydogan_bere] Ev cara duyem bû ko min Dîcle-Firat didît. [470 aydogan_bere] Cara yekem di 1981ê de bû. [471 aydogan_bere] Wê gavê ez ji Libnanê nuh vegerîyabûm. [472 aydogan_bere] Xwedîyê mala ko min xwe lê vedişart, çend hejmarên wê nîşanî min dabûn, lê wê gavê, ji ber şertên dijwar, min firseta xwendinê jî nedîtibû. [473 aydogan_bere] Min niha, piştî şanzdeh salan, ancax bi saya Malmîsanijî ev îmkan bi dest xist. [474 aydogan_bere] Her ko min rûpelên wê di ser hevdu re qulipandin, dilê min li bakurê dinyayê, ket ber pêlên hesretê û geh bilind bû, geh daket. [475 aydogan_bere] Dîcle-Firatê weke tunela zemên, ez ji sirgûnê ber bi dema zaroktîyê ve birim. [476 aydogan_bere] Gava jîyana Dîcle-Firatê ya weşanî qedîya, hîn sê meh û nîv mabûn ko min dest bi »Ez tirk im, rast im....«, wê sûnda hanê bikiraya ko min ê bi dû re, pênc salan her serê sibehê, ew bi hemû zarokên kurd ên din re bixwendaya. [477 aydogan_bere] Min bi çavên zaroktî, mamûrên boçikan dîtin. [478 aydogan_bere] Gundîyên ko qutîyên tûtina Xursê di bêrîkên wan de bûn û ji xafil de dihatin girtin dîtin. [479 aydogan_bere] Min tûtina li erdê belavkirî û qutîyên pelixî dîtin. [480 aydogan_bere] Min leşkerên ko çefî û fîstanên zilaman diçirandin, bi bîr anîn. [481 aydogan_bere] Min mirovên ko kincên wan zîval zîvalî bûbûn û bi awayekî bêhêvî li dora xwe dinihêrî dîtin. aydogan_bere] [482 aydogan_bere] Zarokên taxê hatin ber çavên min. [483 aydogan_bere] Zarokên ko di tenefusê de, bi kurdî peyivîbûn û navên wan di »lîsteya xwendekarên ko bi kurdî peyivînin« de bûn, mîna xewnekê di ber çavên min re çûn û hatin. [484 aydogan_bere] Min Edîp Karahan cara yekem li bin dara tûyê dît [485 aydogan_bere] Her ko ez daketim dinyaya Dicle-Firatê, min navê Edîp Karahanî û giranîya wî ya di kovarê de hebû bêtir dît, ez ber bi dema ko êdî zimanê tirkî hêdî hêdî dibû zimanê min î fikirê ve çûm. [486 aydogan_bere] Dema ko min di jîyana xwe de Edîp Karahan cara yekem dît, hat ber çavên min. [487 aydogan_bere] Rojeke ji rojên Havîna Qiziltepeya şewitî ya ko di dîrokê de, navê wê geh bûye Dinaysir, geh bûye Tilermen, geh bûye Koçhîsar û geh bûye Yeşîlova bû. [488 aydogan_bere] Wê gavê Îlhamîyekî çeçan hebû. [489 aydogan_bere] Rojname digerandin. [490 aydogan_bere] Îlhamî mirovekî girs bû, lê bejina wî ne pir dirêj bû. [491 aydogan_bere] Belkî jî ji ber girsbûnê dirêj xuya nedikir. [492 aydogan_bere] Qayişa çenteyê wî yê çerm ê rengqehweyî, hertim di situyê wî de bû. [493 aydogan_bere] Ji ber giranîya rojnameyan, her bi telekê dimeşîya û rojname digerandin. [494 aydogan_bere] Min rojekê zilamek dît. [495 aydogan_bere] Zilamekî girs, bilind, birûqalind... Bin çengê wî tije rojname bû. [496 aydogan_bere] Min got qey ew birayê Îlhamîyê çeçan bû. [497 aydogan_bere] Min digot ko Îlhamî kal bûye û êdî nema dikare rojnameyan bigerîne û ji ber vê yekê, êdî birayê wî ji berdêla wî rojnameyan digerîne. [498 aydogan_bere] Wê gavê dikana me nêzîkî bîra Osmanê Nalbend û li kêleka dikana Xelefê Berber (Ev Xelef, ew Xelefê ko Edîp Karahanî di dadgehê de gotibû, »bifire Xelef, bifire!«) bû. [499 aydogan_bere] Ber dikana me, hertim meydana şerê gundîyan bû ko li gundên xwe, xwe li hevdu radikişand, fort li hevdu dikirin û digot ko »ma ne tu ê sibehê ji min re bê Qezê!«. [500 aydogan_bere] Ew gundî an bi otobusa Birahîm Helîmê, an jî bi ya raqîbê wî Etayê mala Xelîl Evdaloyî dihatin Qezê (Qiziltepe) û bi piranî jî li ber dikana me, bi hevdu ve dikir. [501 aydogan_bere] Ji ber ko sîgorteya dikanê tune bû û kesî tu tezmînat jî nedida, gelek caran fêda me di xisara me de dernediket. [502 aydogan_bere] Wê rojê, bavê min dîsa ez li ber dikanê hiştibûm. [503 aydogan_bere] Li hember dikana me, dareke tûyê hebû. [504 aydogan_bere] Piştî nîvrojê, sîya wê pir xweş bû. [505 aydogan_bere] Zilamê ko min digot qey rojnamefiroş bû, Xelefê berber û çend kesên din ji qehwexaneya li hember dikana me, kursî anîn û li bin sîya darê rûniştin. [506 aydogan_bere] Min dît ko ew ê min digot qey birayê Îlhamîyê çeçan bû, rojname danîn ser maseyê û li gel suhbetê, ew yek bi yek tev dan. [507 aydogan_bere] Wê gavê, bi min pir ecêb hatibû. [508 aydogan_bere] Wî ew rojname nedifirotin, lê dixwendin. [509 aydogan_bere] Di demeke weha de ko zêdeyî nêvîyê civatê nexwende bû, min cara yekem didît ko mirovek ew qas rojname bi hevdu re dixwendin. [510 aydogan_bere] Piştî ko ew rabû û çû, cîranê min î berber, berê bi bihîstina gotina Îlhamî re têr kenîya û dû re got; »Îlhamîyê çi malava, ma ronahîya çavên Îlhamîyê reben têra xwendina rojnameyan dike? [511 aydogan_bere] Ev Edîp Karahan e û lawê xwedîya dikana te bi xwe ye. [512 aydogan_bere] Lawê Hecî Semoya ko tu her dawîya mehê, ji ber wê dikeve tayê ye«. [513 aydogan_bere] Min bi dû re bihîst ko Edîp Karahanî çavên xwe bera firotina dikanên dêya xwe ya pir çavteng dabûn. [514 aydogan_bere] Armanca wî ew bû ko dikanan bifiroşe û bi pereyên ko ji wan bên, li Qiziltepeyê, an jî li Dîyarbekirê çapxaneyekê veke û rojnameyekê derxîne. [515 aydogan_bere] Lê dikir û nedikir, dêya wî qane nedibû. [516 aydogan_bere] Edîp Karahan kî ye? [517 aydogan_bere] Kurtejîyan [518 aydogan_bere] Edîp Karahan bi gelek xusûsîyetên xwe ve balkêş e. [519 aydogan_bere] Ji ber vê yekê, divê di pirtûka ko dê bê weşandin de mirov li ser wan xusûsîyetan pir baş hûr bibe. [520 aydogan_bere] Lê ez ê ji bo naskirina wî, bi çend rêzan be jî bi kurtî behsa jîyana wî û hin tiştan bikim ko rola wî bêtir dikin, . [521 aydogan_bere] Li gora agahdarîya ko ji cuzdanê wî yê nifûsê hatiye wergirtin, ew di 1930yî de li Dêrika Çîyayê Mazî çêbûye. [522 aydogan_bere] Ji ber fikir û helwêstên xwe, gelek caran tê girtin. [523 aydogan_bere] Li Stenbûlê, berê di beşê felsefeyê de dixwîne, lê bi dû re qeyda xwe li Fakulteya Hiqûqê çêdike û heta sinifa dawîyê dixwîne. [524 aydogan_bere] Di sinifa dawîyê de derseke wî dimîne û ji ber vê yekê, tu carî vê dibistanê naqedîne. [525 aydogan_bere] Di 1962an de Dîcle-Firatê derdixîne. [526 aydogan_bere] Di 1963an de ji ber ko navê wî jî di wê daweya navdar »Daweya 23an« de hebû, tê girtin. [527 aydogan_bere] Di salên 60î de, wekî kadroyekî Partîya Karker (ya Tirkîyeyê), serokîya şûbeya vê Partîyê ya li Emînonuyê dike. [528 aydogan_bere] Lê ew û Partîya Karker li ser pirsa kurd li hevdu nakin û piştî minaqeşeyên di vî warî de ji vê Partîyê vediqete. [529 aydogan_bere] Di daweya DDKOyê de tê girtin û ew dîwana wî ya navdar ko hertim mijara suhbetên me yên qehwexaneyan bû, dibe malê dîrokê. [530 aydogan_bere] Gava ji vê daweyê heyşt sal ceze lê tê birîn, di 1972yan de diçe Başûrê Kurdistanê. [531 aydogan_bere] Li wê derê, navê xwe dike Azad, lê gelek jê re dibêjin « Mam Azad.» Demekê, di beşê ragîhandinê de dixebite. [532 aydogan_bere] Bi dû re, li Dadgeha Çomanê ya ko serokê wê Emer Debabe bû, dadgerîyê dike. [533 aydogan_bere] Di sala 1973an de dostekî wî yê ko navê wî Mielim Hoste bû, jina wî û zarokên wî dibe ba wî. [534 aydogan_bere] Li Başûrê Kurdistanê, keçeke wî çêdibe. [535 aydogan_bere] Navê wê dikin Kurdistan. [536 aydogan_bere] Lê Kurdistan di demeke pir kurt de wefat dike û li wê derê tê veşartin. [537 aydogan_bere] Edîp Karahan li wê derê, carekê nexweş dikeve. [538 aydogan_bere] Tevî Doktor Mehmûd Osmanî çend doktorên din jî wî miayene dikin, lê nexweşîya wî teşhîs nakin. [539 aydogan_bere] Piştî ko bi qasî du salan li Başûrê welêt dimîne, ew û Eyup Alacabey di Îlona 1974an de vedigerin Bakurê welêt. [540 aydogan_bere] Di 1976an de, ji bo dersa xwe ya dawîyê bide û Fakulteya Hiqûqê bi temamî biqedîne, diçe Stenbûlê. [541 aydogan_bere] Li Stenbûlê li Aksarayê, li »Bati Otelî«yê dimîne. [542 aydogan_bere] Di Gulana 1976an de ji nişka ve nexweş dikeve û wê gavê, wî dibin Hesekîyê û li Nexweşxaneya Gurubayê radizînin. [543 aydogan_bere] Wê çaxê, dîyar dibe ko nexweşîya dilî pê re heye û ew nexweşîya li Başûrê welêt jî her eynî nexweşî bû. [544 aydogan_bere] Berîya wefata wî bi çend saetan, grûpeke ji Weşanxaneya Yontemê ko Eyup Alacabey û Zeruh Vakifahmetoglu jî di nav wan de bûn, diçin serdana wî. [545 aydogan_bere] Wê gavê razaye û Eyup Alacabey ji bo anîna dermanên wî reçeteyê ji doktorî werdigire û berê xwe dide Zeytînburnuyê, dermanxaneya Osman Ozçelîkî. [546 aydogan_bere] Lê berîya ko Eyup Alacabey û Osman Ozçelik dermên bigîhinin wî, ji krîza sêyem (yek li Başûr, yek li otêlê û ya din jî li nexweşxaneyê) xelas nabe û wefat dike. [547 aydogan_bere] Eyup Alacabey bi tenê, tabûta wî bi balafirê tîne Dîyarbekirê û ji wê derê, bi qelebalixeke mezin dibe Dêrikê. [548 aydogan_bere] Û mirin bi vî awayî dadide vî ronakbîrê mêrxas û ji nav me dibe. [549 aydogan_bere] Edîp Karahan du caran zewicîye. [550 aydogan_bere] Jina wî ya yekem, ji tirkên Bûlgarîstanê bû. [551 aydogan_bere] Jina wî ya duyem jî dêrikî bû. [552 aydogan_bere] Gava wefat kir, bi navê Tûrcel, Welat û Şîyar sê zarokên wî li dû wî man. [553 aydogan_bere] Wî bi du zaravayên kurdî (soranî û kurmancî), tirkî û fransî dizanîbû. [554 aydogan_bere] Ji derveyî wergerên wî yên nîvcomayî, du çîrokên manzûmane yên bi kurmancî henin ko wî ew ji La Fontaine wergerandinin . [555 aydogan_bere] Dêrik û Mehmûdî [556 aydogan_bere] Dêrika Çîyayê Mazî li ber dilên gelek kesên ko ne ji Dêrikê nin jî devereke pir şêrîn e. [557 aydogan_bere] Li rojhilatê wê Turcel, li rojavayê wê Êrge Baba, li bakurê wê Pozê Mancêla ko sîya xwe bera ser Kulêbê daye... Cîhekî ewle û di himbêza Xab û Kulêbê de û di bin sitara çîyayên bilind de, cîh û warekî kurdan. [558 aydogan_bere] Lê ez nizanim, bê ew ji bo çi li ber dilên gelekan weha şêrîn e. [559 aydogan_bere] Dibe ko ji ber hêza ko ji Tûrcelê distîne û bi berîya bêser û binî re dibişire be; dibe ko ji ber darên wê yên zeytûnan û ava wê ya Xabê be; dibe ko ji ber ko di helbesta Qedrîcanî de bingehê hesreta dilê mişextîyan e; belkî jî ji ber ko kana îlhama helbestvanan e. aydogan_bere] [560 aydogan_bere] Li Dêrikê, li gel gelek eşîrên bi nav û deng, eşîra Mehmûdan jî heye. [561 aydogan_bere] Yê/ya ko ji wê eşîrê be, ji xwe re dibêje, Mehmûdî. [562 aydogan_bere] Serokê wê eşîrê Reşo bû. [563 aydogan_bere] Piştî Reşoyî, lawê wî Osman dikeve şûna wî. [564 aydogan_bere] Ji xwe, piştî wî, êdî malbat weke »mala Osmanê Reşo« (Hecî Osmanê Reşo) tê nasîn. [565 aydogan_bere] Ev Osman yek ji wan sê Osmanan bû ko li hemberî Birahîm Paşayê Milî serî netewandiye ko Zîya Gokalp di »Destana Birahîm Paşayê Eşqîya« de behsa wî jî dike. [566 aydogan_bere] Şeş lawên Osmên hebûn: Êlas (Êlas Efendî), şêxmûs, Hecî Etman, Hecî Reşîd, Hecî Sînan, Seîd. [567 aydogan_bere] Şêxmûsê ko min binê navê wî çixêz kiriye, kalikê Edîp Karahanî ye. [568 aydogan_bere] Edîp Karahan lawê Cemîlê (Hecî Cemîl) Şêxmûsî ye. [569 aydogan_bere] Ew (Hecî Cemîl) bi xwe hem beşdarî serîhildana Şêx Seîdî bûye û hem jî di nav wê grûpê de bû ko ji Binîya Xetê tê heta Çîyayê Mazî. [570 aydogan_bere] Lê hîn berîya ko Cemîlê bavê Edîp Karahanî bê dinyayê, Şêxmûs wefat dike û ji ber vê yekê, gelek kes Cemîlî wekî lawê Hecî Osmanê Reşoyî dizane. [571 aydogan_bere] Hecî Cemîl pênc caran zewicîye. [572 aydogan_bere] Edîp Karahan ji jina wî ya yekem a ko dotmama wî bû û navê wê Hecî Semo bû, çêdibe. [573 aydogan_bere] Ger hûn bala xwe bidin navên ko Edîp Karahanî di Dîcle-Firatê de bi kar anînin, hûn ê bibînin ko her nav bi zanebûn hatiye danîn: ”Reşo” ji ber navê Reşoyê serokê êla wan; ”Edîp Osmanoglu” ji ber navê Osmanê Reşoyî; ”Mahmut Bayraktar” ji ber navê êlê; ”Hamit Mazidagli” ji ber Çîyayê Mazî, an Derika Çîyayê Mazî. [574 aydogan_bere] Mala Osmanê Reşoyî û serîhildana Şêx Seîdî [575 aydogan_bere] Êlas Efendî apê bavê Edîp Karahanî ye. [576 aydogan_bere] Piştî Osmanê Reşoyî, ew serokîya êlê dike. [577 aydogan_bere] Di Mekteba Ruştîyeyê de xwendiye û bi dû re li Dêrikê dibe serokê Qulûba Kurd. [578 aydogan_bere] Ew jî bi gelek eşîrên Dêrikê yên din re soza beşdarîya serîhildana Şêx Seîdî dide. [579 aydogan_bere] Gava Şêx Seîd digire ser Dîyarbekirê, eşîrên Dêrikê yên sozdayî jî berê xwe didin Dîyarbekirê. [580 aydogan_bere] Lê gava hîn ne gîhanin Dîyarbekirê, li Elîparê xebera têkçûna serîhildanê ji wan re tê. [581 aydogan_bere] Ji wan re dibêjin; »Bibêjin, em Quwa-î Milîye nin û em hatinin alîkarîya dewletê«. [582 aydogan_bere] Eşîrên din hemû li gora vê xeberê, helwêstên xwe diguherin û alaya »Quwa-î Milîye«yê bilind dikin û diçin Dîyarbekirê. [583 aydogan_bere] Lê Êlas Efendî li ser soza xwe dimîne û ji ber vê yekê jî piştî têkçûna serîhildanê tê girtin. [584 aydogan_bere] Lê bi dû re, tê berdan û dewlet wî li Mêrdînê bi cîh dike. [585 aydogan_bere] Bi Mala Cemîl Paşayî re pêywendîyên wî her berdewam in û ji bo beşdarîya serîhildana Agirîyê, di 1927an de bi hevdu re dadikevin Binîya Xetê. [586 aydogan_bere] Grûpa wan bi dû re ji bo destpêkirina şerî, heta Çîyayê Mazî jî tê û piştî ko çend rojan li wan çîyayan digerin û tê digîhêjin ko eşîrên din bi wan re ranabin, bi şûn de vedigerin Binîya Xetê. [587 aydogan_bere] Êlas Efendî di 1930yî de, li Amûdê wefat dike û malbat ancax bi efûya 1933an a ji ber dehsalîya Komarê hat derxistin, vedigere bakurê Kurdistanê. [588 aydogan_bere] Wê gavê, ji nêvîyê wan bêtir li Qiziltepeyê bi cîh dibin. [589 aydogan_bere] (Min ev agahdarî hem ji Enwerê birayê Edîp Karahan, hem ji Eyup Alacabey û hem jî di 1982an de, gava ez ji Binîya Xetê çûbûm Dêrikê, ji bavê Eyup Alacabey Hecîyê Qêsimê rehmetî ko bi xwe jî ji bo beşdarîya serîhildanê berê xwe dabû Dîyarbekirê, wergirtinin). [590 aydogan_bere] Mehmûdîyê ko rûpelekî nuh vekir [591 aydogan_bere] Gava ko malbat ji Binîya Xetê vedigere, xwe pir distirîne. [592 aydogan_bere] Xwe ji xebatên ko têkilîyên wan bi kurdperwerîyê henin, bi temamî bi dûr dixin. [593 aydogan_bere] Ji wê tarîxê û vir de, ji wê malbatê, cara yekem Edîp Karahan beşdarî têkoşîna neteweyî dibe. [594 aydogan_bere] Ew jî dibe sedem ko mesafeyek têkeve navbera malbatê û Edîp Karahanî. [595 aydogan_bere] Ji ber ko çavên malbatê ji dewletê tirsîyanin, heta ko ji wan tê, xwe dûrî Edîp Karahanî dikin û heta wefata wî jî qet lê bi xwedî dernakevin. [596 aydogan_bere] Piştî efûya 1933an, di nav Mehmûdan de, yê ko cara yekem ji tirsa dewletê re gotiye, »A va qûça te« û ji bo ko nivşên malbatê yên nuh, karibin beşdarî nav xebata kurdperwerîyê bibin, rê vekiriye, Edîp Karahan e. [597 aydogan_bere] Ev taybetmendîyeke pir giring e. [598 aydogan_bere] Wî bi vê helwêsta xwe, rûpelekî nuh vekir. [599 aydogan_bere] Mirov dikare xusûsîyetên rewşa Mehmûdan û têkilîyên wan û Edîp Karahanî, di dîroka me de li ba gelek êlên kurd ên ko beşdarî serîhildanên bi ser neketine bûne, bibîne. [600 aydogan_bere] Gelo 1930 rast e? [601 aydogan_bere] Her çi qasî huwîyeta resmî dibêje ko Edîp Karahan di1930yî de çêbûye jî di vî warî de şik henin. [602 aydogan_bere] Ji ber ko ger Edîp Karahan di 1930yî de çêbûbe, divê wê gavê, ne li Dêrikê, lê li Kurdistana Sûrîyeyê çêbûbe. [603 aydogan_bere] Ji ber ko min li jorê jî dîyar kir ko wê gavê, malbata wan li wê derê bû. [604 aydogan_bere] Li gora agahdarîya ko min ji birayê wî, ji Enwer Karahanî û hem hevalê wî û hem jî zavayê wî [605 aydogan_bere] Eyup Alacabeyî wergirt, divê Edîp Karahan berîya 1927an çêbûbe û dîsa li gora wan, tarîxa çêbûna wî di navbera 1923-1927an de ye. [606 aydogan_bere] Mirov dikare di gelek waran de, wekî Edîp Karahanî nefikire, an hin fikirên Dîcle-Firatê neecibîne, lê xusûsîyeteke pir eşkere heye ko divê mirov wê bibîne. [607 aydogan_bere] Ew jî pirhêlbûna Edîp Karahanî ye. [608 aydogan_bere] Gelek kes Edîp Karahanî bi tenê wekî mirovekî sert û sloganîst dizane. [609 aydogan_bere] Bersiva vê şaştêgîhiştinê, di rûpelên Dîcle-Firatê de mîna belgeyên dîrokî xuya dibin. [610 aydogan_bere] Her ko mirov rûpelên Dîcle-Firatê di ser hevdu re diqulipîne, mirov vê rastîyê baştir dibîne. [611 aydogan_bere] Ew di Dîcle-Firatê de, wekî edîtorekî baş, sîyasetvanekî jîr û mêrxas, çîroknivîskarekî jêhatî, xwedîyê kurdîyeke xweş û paqij, parêzgerekî hêjayîyên neteweyî û hevalbendekî kedkaran, bi kurtahî wekî entelektuelekî pirhêl derdikeve hembera me. [612 aydogan_bere] Dîcle-Firat nimûneya rojeva kurdan û misteweya minaqeşeya wê demê ye. [613 aydogan_bere] Dîcle-Firat ji bo rewşa kurdan, kapasîteya entelektuelîya kurdan û misteweya şîyarbûna neteweyî ya wê demê, belgeyeke hêja ye. [614 aydogan_bere] Mirov li ser vê kovarê, bêguman dikare bi awayekî hîn firehtir raweste, lê mebesta vê nivîsê, ne berfirehîyeke weha ye. [615 aydogan_bere] Tev vê jî ez ê hewil bidim ko hin hêlên vê kovarê bi kurtî bidim naskirin û hin tesbîtên di warê xusûyetên wê de bînim zimên. [616 aydogan_bere] Divê mirov vê kovarê li gora şertên 1962-63yan binirxîne. [617 aydogan_bere] Wê gavê giringî û hêjayîya wê dê baştir bên dîtin. [618 aydogan_bere] Mirov dikare li ser gelek xusûsîyetên vê kovarê raweste. [619 aydogan_bere] Lê li gel gelek xusûsîyetan, sê xusûsîyetên vê kovarê yên li gora bawerîya min, hîn giringtir û berbiçavtir henin ko Malmîsanijî jî di pêşgotina xwe ya ko ji bo berhevoka vê kovarê nivîsîbû de, ew dîyar kirinin: 1- Di nav kovarên salên 1960î de kovara herî temendirêj e. [620 aydogan_bere] 2- Heta wê gavê, tu kovaran bi qasî wê cîh nedaye kurdî. [621 aydogan_bere] 3Tu kovar bi qasî wê, li ser pirsa kurd ranewestiyaye. [622 aydogan_bere] Yek ji wan taybetmendîyên vê kovarê yên ko bala min pir kişand jî ev e ko li gel gelek nivîskar û sîyasetmedarên binavûdeng, herdu Seîdên (Sait Kirmizitoprak û Sait Elçî) ko têkilîyên di navbera wan de di tevgera neteweyî de roleke mezin leyiztiye jî di eynî kovarê de nivîsîye. [623 aydogan_bere] Ev xusûsîyeteke taybetî dide Dîcle-Firatê. [624 aydogan_bere] Wekî din jî min nivîsên Seîd Elçîyî cara yekem di vê kovarê de dîtin. [625 aydogan_bere] Bûyerek heye ko navê Dîcle-Firatê bêtir derdixîne pêş. [626 aydogan_bere] Ew jî bûyera 23an a ko ji alîyê giringbûnê, piştî bûyera 49an bûyera duyem e. [627 aydogan_bere] Girtina ji ber wê daweyê û ji alîyê dewletê ve qedexekirina weşandina Dîcle-Firatê, di eynî tarîxê de ye. [628 aydogan_bere] Di wê daweyê de berpirsîyarê Dîcle-Firatê Edîp Karahan jî tê girtin û dewlet gava hîn hejmara nehan di çapê de bû, dest datîne ser û rojnameyê bi yekcarî digire. [629 aydogan_bere] Bi vî awayî, jîyana Dîcle-Firatê ya weşanî ko her diçû hejmara nivîskar û xwendevanên wê bêtir dibû û ber bi rojnameyeke panzdehrojî ve pêş de diçû, radiweste. [630 aydogan_bere] Di wê daweya ko di 29ê Hezîrana 1963an de, bû nûçeya rojnameyan a sereke û tarîxa îdîanemya wê 17ê Cotmeha 1963an bû de, li gel Edîp Karahanî, Abdulsettar Hamavendî, Dogan Kiliç, şêxhasenanli, Hasan Buluş, Îbrahîm Mam Xidir, Gazî Dizey, Nejat Remzî, Fûat Derwîş, Talat şerîf Muxtar, Seîd Abdurrahman, Cemal Alemdar, Firûz Felahat, Mûsa Anter, Zîya şerefxanoglu, Enwer Aytekîn, Seîd Elçî, Medet Serhad, Yaşar Kaya, Ergun Kuyumcu, Alî Anagur, Kemal Bîngollu, Mehmet Bilgin, Fethullah Kakîoglu hebûn. [631 aydogan_bere] Di Dîcle-Firatê de, hin xusûsîyetên neyinî jî dîyar dibin. [632 aydogan_bere] Ji wan yek heye ko divê behsa wê bê kirin. [633 aydogan_bere] Ger ew, an hin xusûsîyetên din ên bi vî rengî neyên zimên û bi tenê yên ko erênî bên zimên, wê gavê Dîcle-Firat dê baş neyê naskirin. [634 aydogan_bere] Ger hûn bala xwe bidinê, hûn ê di hejmara duyem de, sûretekî Ataturkî û nivîsa ko li binê sûretê wî hatiye nivîsandin bibîne. [635 aydogan_bere] Ew jî ji alîyekî ve, ji bo tehde û zilma dewletê û ji alîyê din ve jî ji bo nezelalbûna kurdan a di warê rola artêşa Tirkîyeyê û ya Kemalîzmê de nimûneyek e. [636 aydogan_bere] Her çi qasî piştî demekê, fikirên di vî warî de jî bi alîkarîya hin bûyerên ko rûyên her-du faktorên ko navên wan li jorê hatin dîyarkirin, bêtir eşkere dikin, hêdî hêdî ber bi zelalbûnekê diçin jî lê ji bo ji ortêrakirina hemû neyînîyan, têrê nakin. [637 aydogan_bere] Dîcle-Firat 01.11.1962- 14.05.1963 [638 aydogan_bere] Dîcle-Firat weke rojnameyeke fikrî ya mehane, di navbera 01.11.196214.05.1963yan de hatiye weşandin. [639 aydogan_bere] Ji wê gavê û heta ko jîyana xwe ya weşanî qedandiye, weke platformeke neteweyî fonksîyona xwe leyiztiye. [640 aydogan_bere] Di hejmara xwe ya yekem de dîyar dike ko rûpelên wê, ji nivîsên hemû beşên civakê re vekirî nin. [641 aydogan_bere] Heyşt hejmarên Dîcle-Firatê hatinin weşandin. [642 aydogan_bere] Hejmara nehan ji bo çapkirinê, teslîmî çapxaneyê bû, lê dewletê di çapxaneyê de dest danî ser wê û nehişt bigîhêje destên xwendevanan. [643 aydogan_bere] Xwedî û berpirsîyarê wê yê fîîlî Edîp Karahan bû; navnîşana wê; Fatih-Kiztaşi Binaemini sok. [644 aydogan_bere] No.18- Istanbul; ebata wê: 28x42 û bihayê wê (hejmar:1-2-3) 50 quruş bû. [645 aydogan_bere] Abonetîya wê (hejmar 1-3) ji bo 6 mehan bi 3 lîreyan û ji bo 12 mehan [646 aydogan_bere] jî 6 lîreyan bû. [647 aydogan_bere] Her hejmarek (hersê hejmarên destpêkê) çar rûpel in. [648 aydogan_bere] Ji hejmara 4an û pê ve, hejmara rûpelên kovarê dibe 8 rûpel, bihayê wê [649 aydogan_bere] jî dibe 100 quruş û bihayê abonetîyê jî li gora berê dibe du qat. [650 aydogan_bere] Ji alîyê wextê ve kovareke bi rêk û pêk [651 aydogan_bere] Ger mirov ji alîyê wextê ve bala xwe bide Dîcle-Firatê, mirovê bibîne ko li gora gelek kovarên dema me jî bi rêk û pêk derketiye. [652 aydogan_bere] 3 hejmar di roja xwe de, hejmarek rojekê bi derengî hatiye çapkirin, hejmarek du rojan bi derengî, hejmarek yanzdeh rojan bi derengî. [653 aydogan_bere] Tarîxa çapkirina du hejmaran jî ne dîyar e. [654 aydogan_bere] Hejmara yekê: 01.10.1962 (Çapxaneya B. [655 aydogan_bere] Kervan-01.10.1962) Hejmara duduyan: 01.11.1962 (Navê çapxaneyê nehatiye nivîsîn) Hejmara sisêyan: 01.12.1962 (Çapxaneya Dizerkonca-12.12.1962) Hejmara çaran: 06.01.1963 (Çapxaneya Husnutabîatê-06.01.1963) Hejmara pêncan: 01.02.1963 (navê çapxaneyê nehatiye nivîsîn) Hejmara şeşan: 06.03.1963 (Çapxaneya Husnutabîatê- 08.03.1963) Hejmara heftan: 04.04.1963 (Çapxaneya Husnutabîatê- 04.04.1963) Hejmara heyştan: 14.05.1963 (Çapxaneya Husnutabîatê [656 aydogan_bere] 15.05.1963) [657 aydogan_bere] Di Dîcle-Firatê de, yê ko herî pir nivîsîye, Edîp Karahan e. [658 aydogan_bere] Edîp Karahanî di hemû hejmaran de û bi çar (4) navên cuda (Nivîsên edîtor bi navê Edîp Karahan û Edîp Osmanoglu; nivîsên li ser sîyaseta hindurîn bi navê Hamit Mazidagli; li ser sîyaseta derve, bi navê Mahmut Bayraktar û edebîyat bi navê Reşo) li ser hevdu bîst u du (22)nivîs nivîsînin. [659 aydogan_bere] Bi navê Edîp Karahanî nivîsek (kirilan potlar) bi tenê heye, ew jî di hejmara heyştan de hatiye nivîsîn. [660 aydogan_bere] Bi navê Edîp Osmanogluyî heft (7) nivîs (hejmar 1: Em ji bo çi derdikevin; hejmar 2: Pêşketina Rojhilatê û lênerînên şaş; hejmar 3: Dewleta Hiqûqê; hejmar 4: Li ser Yekîtî û bihevrebûnê; hejmar 5: Rewşa Giştî; hejmar 6: Rewşa Giştî: Qedera rejîma demokratîk; hejmar 7: Enîya Demokratîk ) hatinin nivîsîn. [661 aydogan_bere] Bi navê Hamit Mazidaglîyî çar (4) nivîs (hejmar 5: Hiqûqşînasîya Muxbîrekî bi zorê; hejmar 6: Turkeş û Sosyalîzm; hejmar 7: Ka we‘z bi Kudrî dihat kirin; hejmar 8: Hin niqte) hatinin nivîsîn. [662 aydogan_bere] Bi navê Mahmut Bayraktarî sê (3) nivîs (hejmar 5: Krîza Kongoyê; hejmar 6: Pêşveçûnên nuh; hejmar 7: Têkoşîna Ben Belle neqedîya) hatinin nivîsîn. [663 aydogan_bere] Bi navê Reşo heft (7) nivîs (hejmar 2: Xaltîka Talê; hejmar 3: Xaltîka Seyro; hejmar 4: Xaltîka Fersê; hejmar 5: Dînê û Dîno; hejmar 6: Xecê û Sîyamend; hejmar 7: Swaro; hejmar 8: Heydo û Ferho) hatinin nivîsîn. [664 aydogan_bere] Mûsa Anter [665 aydogan_bere] Mûsa Anter heta hejmara çaran nivîsîye û piştî hejmara çaran, êdî di Dîcle-Firatê de nenivîsîye. [666 aydogan_bere] Lê tev vê jî di çar hejmaran de heyşt nivîs nivîsînin. [667 aydogan_bere] Wî sê (3) navên cuda bi kar anînin. [668 aydogan_bere] Sê nivîs li ser sîyaseta hindur, bi navê Anter (hejmar 1: Caw pîs; hejmar 3: Falîh Rifki Atayê Reben; hejmar 4: Em şîyar bibin le!) û nivîsek jî bi navê M. [669 aydogan_bere] Anter (hejmar 2: Celladê Rojhilatê); çar nivîs li ser edebîyatê, bi navê Rahşan (hejmar 1: Melle Ahmedê Cizîrî; hejmar 2: şêx Ahmedê Xanî; hejmar 3: Hecî Qadir Koyî; hejmar 4: Neqane) nivîsînin. [670 aydogan_bere] Dr. [671 aydogan_bere] Saît Kirmizitoprak jî hew di herdu hejmarên pêşîyê de nenivîsîye, lê di hejmara sisêyan de êdî wekî nivîskarê kovarê yê berdewamî nivîsîye. [672 aydogan_bere] Nivîsa wî ya bi navê » Dijmina Rojhilatê ya sereke Faşîzm« nivîseke dirêj e û di sê hejmarên kovarê (hejmar 3, 4, 5)de hatiye weşandin. [673 aydogan_bere] Nivîsa wî ya bi navê »Le Gunehê Rojhilatîyan çi ye? [674 aydogan_bere] » di hejmara şeşan de û ya bi navê » Şaşîyên di pirsa Rojhilatê de« di hejmara heft û heyştan de hatinin weşandin. [675 aydogan_bere] Saît Elçî di hejmara çaran de, bi navê » Dijminatîya Nîjadperestan a li hembera Rojhilatê » û di hejmara pêncan de jî bi navê » Ma biryarên ecêb dê hertim li Rojhilatê bên tetbîqkirin? [676 aydogan_bere] » du (2) nivîs nivîsînin. [677 aydogan_bere] Li gel nivîsên Nazmî Balkaş (hejmar: 5, 6, 7), Ahmet Aras (hejmar: 6, 8), Şevket Epozdemir du helbest bi navê Dilbirînî (hejmar: 5, 8), Enwer Aytekîn (hejmar: 1, 2- bi navê Ahmet Botanli) Huseyîn Sagniç (hejmar: 7, 8) nivîsên gelek kesên din jî di Dîcle-Firatê de henin. [678 aydogan_bere] Yek ji wan xusûsîyetên Dîcle-Firatê ew e ko wê di nav kovar û rojnameyên heta wê demê ko li Tirkîyeyê hatinin weşandin de, ji derveyî xusûsîyeta xwe ya ko nivîsandina bêtir li ser pirsa kurd, ya herî pir cîh daye zimanê kurdî ye jî. [679 aydogan_bere] Ji alîyê din ve jî gava mirov ber bi hejmarên dawîyê ve tê, mirov pê dihise ko Dîcle-Firat her ko diçe ber bi kurdînivîsandinê ve tê guhertin. [680 aydogan_bere] Her ko beşdarî û lêbixwedîderketin zêdetir dibe, berê wê yê ber bi xwerû kurdîbûnê ve, hîn bêtir xuya dibe. [681 aydogan_bere] Xuya ye ko di hindurê pêvajoya jîyana weşanî de hem daxwazek ji alîyê xwendevanan ve zorê dide rojnameyê û hem rojname bi xwe jî di destpêkê de xwedîya perspektîveke weha ye. [682 aydogan_bere] Dîsa xuya ye ko rojnameyê ji alîyê îmkanan ve nikarîbû li gora perspektîva xwe ya di vî warî de hebû, gav biavêtaya. [683 aydogan_bere] Lê mirov li îşaretên amadekirina şertên ji bo li gora wê perspektîvê, jîyana weşanî bê domandin, rast tê. [684 aydogan_bere] Biryara di warê damezrandina Buroya Lêkolîna Folklorê û gavên berbiçav ên di vî warî de, nîşana vê yekê ye. [685 aydogan_bere] Di hejmara heyştan de daxuyanîya wê ya di warê berhevkirina çîrok, sitran û efsaneyên kurdî de û biryara wê ya ji hejmara nehan û pê ve amadekirina misabeqeyeke pêkenîyên kurdî, didin xuyakirin, bê Dîcle-Firat çawa ber bi kurdînivîsîne bi lez tê guhertin. [686 aydogan_bere] Berpirsîyarê rojnameyê hîn di hejmara çaran de ji xwendevanên xwe re dibêje ko ger hejmara xwendevanan zêdetir bibe, ew ê Dîcle-Firatê di pêşerojê de bike rojnameyeke panzdehrojî. [687 aydogan_bere] Di hejmara heftan de ev fikir hîn zelaltir dibe û ji ber vê yekê, her di eynî hejmarê de ji xwendevanên xwe re dibêje ko kadroya rojnameyê ya nivîskaran bi beşdarên ji Stenbûl, Ankara û bajarên din ve her ko diçe zêdetir dibe. [688 aydogan_bere] Ji ber vê yekê, ew ê di rojên pêş de, an hejmara rûpelên wê zêdetir bikin, an jî wê ji her panzdeh rojan carekê derxîne. [689 aydogan_bere] Ji xwe, nivîskarên wê hîn di destpêkê de, gava kêysa wan lê hatiye, çend rêzên bi kurdî di nav nivîsên bi tirkî de bi cîh kirine. [690 aydogan_bere] Edîp Karahan di nivîsa xwe ya ko navê wê Swaro« de, vêya êdî eşkere dike. [691 aydogan_bere] Di wê nivîsê de dibêje ko ji îro û pê ve her ko di warê îfadekirina bi zimanê tirkî de zehmetî bê kişandin, ew ê bi kurdî binivîsînin. [692 aydogan_bere] Di warê bikaranîna elfabeyê de îstiqrarek tune ye, lê di hejmara heyştan de elfabeya Hawarê tê weşandin. [693 aydogan_bere] Ev jî divê mîna beşekî ji xebata amadekirina şertên bi kurdînivîsandinê bê nirxandin. [694 aydogan_bere] Li gel hin helbestên ko bi kurdî hatinin nivîsîn, di nav gelek nivîsên bi zimanê tirkî de, her carê çend rêzên bi kurdî hatinin bicîhkirin. [695 aydogan_bere] Di beşê Ziman-Edebîyat û Folklorê de helbestên ko di nivîsên ji alîyê Mûsa Anterî ve hatinin nivîsîn de, li gel wergera wan a bi tirkî, bi kurdî hatinin weşandin. [696 aydogan_bere] Di nivîsa Mûsa Anterî de ya ko bi navê »Caw pîs«, di yên Edîp Karahan ên bi navên » Xaltîka Talê, Xaltîka Seyro, Xaltîka Fersê, Dînê û Dîno, Xecê û Sîyamend û Siwaro« de, cîh bi cîh zimanê kurdî hatiye bikaranîn. [697 aydogan_bere] Lê mixabin tev hemû hewildanên Dîcle-Firatê, nivîsa xwerû bi kurdî, bi tenê nivîsa Edîp Karahanî ya ko navê wê »Heydo û Ferho« ye. [698 aydogan_bere] Rexneyek û hêvîyek [699 aydogan_bere] Em di warê lêbixwedîderketina hêjayîyên xwe de, tevî ko di van salên dawîyê de hin xebatên ko hêvîyên mirovî bêtir dikin jî zêde ne bi serkevtî xuya dikin. [700 aydogan_bere] Ger ev rewşa me û helwêsta me ya ko di vî warî de heye, weha dewam bike, em ê nikaribin hêjayîyên xwe ji nifşan dewrî nifşan bikin û mîrasê bihêlin. [701 aydogan_bere] Hêvîya min ew e ko gavên takeser ên ko ji bo berpirsîyarîyên derengmayî bi cîh bînin tên avêtin, tesîrê li civata me bikin û şiûra lêbixwedîderketina hêjayîyan û bi vî awayî amadekirina şertên pêşerojeke ewle û rohnî pêş de bibin. [702 aydogan_bere] Sala 1998an, sedsalîya rojnamegerîya Kurdistanê ye. [703 aydogan_bere] Ez hêvî dikim ko em ê bi minaqeşeyên xwe yên bi vê minasebetê, li gel gelek hêjayîyên xwe yên tevnedayî, 36salîya Dîcle-Firatê û berpirsîyarê wê Edîp Karahanî jî bi gelek awayan minaqeşe bikin û bi bîr bînin. [704 aydogan_bere] Ji ber vê yekê, ez weşandina berhevoka herheyşt hejmarên Dîcle-Firatê di rêya bicîhanîna berpirsîyarîyeke derengmayî de weke gaveke hêja dinirxînim. [705 aydogan_bere] Bi minasebeta sedsalîya rojnamegerîya kurdî dîsa li ser Dîcle-Firatê [706 aydogan_bere] »Tu dinivînî, ji bo çi? [707 aydogan_bere] Ji bo zimanê xwe ji bîr bike. [708 aydogan_bere] Tu şîyar dikî, ji bo çi? [709 aydogan_bere] Ji bo zimanê xwe ji bîr bike.« [710 aydogan_bere] Pêşnîyara bi minasebeta sedsalîya rojnameya Kurdistanê ko dibêje »Bila sala 1998an bibe sala rojnamegerîya kurd«, ji bo bicîhanîna berpirsîyarîyên di vî warî de pêşnîyareke di cîhê xwe de ye. [711 aydogan_bere] Xuya ye ko ev pêşnîyar ji alîyê gelek rojname û kovarên kurdan ve jî maqûl hatiye dîtin û wan jî dest pê kiriye ko bi awayên cuda cuda beşdarî pîrozkirina vê salê bibin. [712 aydogan_bere] Bi derketina berhevoka herheyşt hejmarên Dîcle-Firatê, fikireke bi min re çêbû ko divê ez her carê, bi nivîsên cuda cuda li ser hin xusûsîyetên Dîcle-Firatê binivîsînim. [713 aydogan_bere] Ne ez bim jî divê hinin din bi vî karî re rabin. [714 aydogan_bere] Ev proje hêdî hêdî di serê min de ber bi zelalbûnê ve diçû. [715 aydogan_bere] Sala rojnamegerîya kurd ez di vî warî de bêtir bi hewes kirim. [716 aydogan_bere] Û gava Nûdemê ji min xwast ko ez nivîsa Edîp Karahanî ya ko navê wê »Ji bo çi em derdikevin?« e, wergerînim, min xwast ko ez bi vê wergerê re, nivîseke bi qasî ko di çarçoveya kovara Nûdemê de hilê, li ser hin taybetmendîyên Dîcle-Firatê jî binivîsînim: Mîrasa ko Dîcle-Firat li ser ava bû; hin taybetmendîyên şertên wê demê yên sîyasî; rewşa kurdan; Pêwîstîya ko Dîcle-Firat derxist ortê, rola wê û perspektîvên wê; argûmentên wan ên di warê van perspektîvan de... [717 aydogan_bere] Ez dixwazim dîyar bikim ko armanca vê nivîsê ne ew e ko ez ê bi awayekî berfireh perspektîvên Dîcle-Firatê û argûmentên wê şirove bikim. [718 aydogan_bere] Min di nivîsa xwe ya berê (Ronakbîrek û Rojnameyek) de xwastibû ko ez Dîcle-Firatê û Edîp Karahanî bi awayekî bidim nasîn. [719 aydogan_bere] Niha, ez dixwazim hin xusûsîyetên vê rojnameyê yên din bidim nasîn. [720 aydogan_bere] Ji ber vê yekê, divê ev nivîs ji alîyekî ve - tevî ko li ser hin xalan bi awayekî kurt lênerîn tên dîyarkirin jî- weke danasîna Dîcle-Firatê ya bi awayekî din bê nirxandin. [721 aydogan_bere] Ji ber ko Edîp Karahan hem xwedîyê wê û hem jî berpirsîyarê wê yê fîîlî bû, ez nivîsên wî û perspektîvên ko di nivîsên wî de tên pêşkêşkirin, mîna temsîla xeta Dîcle-Firatê dibînim. [722 aydogan_bere] Loma jî ez ê hin xusûsîyetên Dîcle-Firatê, bi alîkarîya nivîsên Edîp Karahanî bidim nasîn. [723 aydogan_bere] Dîcle-Firat berdewama pêla 1948an [724 aydogan_bere] Xusûsîyeta pêvajoya ko piştî serîhildana Dêrsimê û heta 1948an em tê de jîyan, ji her alîyî ve, di bêdengîyeke mezin de weke xeweke giran xuya dibe. [725 aydogan_bere] Nemaze ji 1932an û heta 1946an, her çi qasî bi saya Mîr Celadet Bedirxanî Hawar (15 Gulan 1932-15 Tebax 1943) û Ronahî (1 Nîsan 1942- 1 Adar 1945) û bi saya Kamûran Bedirxanî Roja Nû (3 Gulan 1943- 27 Gulan 1946) hatin weşandin jî lê ji ber ko hem ev kovar li derveyî welêt derdiketin û hem jî ji ber qedexeya di vî warî de, ji derveyî çend ronakbîrên bakurê welêt hayê tu kesî ji van hewildanan çênedibû, van kovaran wê demê nikarîbû li vî perçeyî rola xwe ya di warê şîyarkirin û xwenasînê de bileyiztaya. [726 aydogan_bere] Ancax gava di 1948an de li Stenbûlê »Dicle kaynaðý« (Çavkanîya Dîcleyê) hat weşandin, mirov dikare bibêje ko -ne pir xurt bin jî - hin tîrêjan berên xwe dabûn vê xewa giran û êdî behsa îşaretên ko pêvajoya bêdengîyê hêdî hêdî bûya jî ber bi qedandinê ve diçû, hatibû kirin. [727 aydogan_bere] Piştî »Çavkanîya Dîcleyê«, kurdan dev ji hewildanên xwe yên weşanî berneda û di 1950yî de dîsa li Stenbûlê »şark Mecmuasý« (Kovara Rojhilatê) û »şarkýn Sesi« (Dengê Rojhilatê) derxistin. [728 aydogan_bere] Lê mixabin, jîyana hemû kovar û rojnameyên kurdan a weşanî bi emrê »îlahî« hertim pir kurt bû, ya rastî dihat kurtkirin. [729 aydogan_bere] Piştî girtina van rojnameyan, ji 1950yî heta heta 1958an, di jîyana me ya weşanî de, tu gavên xurt ko bi qasî wan balkêş û karibin xîtabî hemû »Rojhilat«ê bikin, nehatin dîtin. [730 aydogan_bere] Di 1958an de, li Dîyarbekirê bi navê »‹leri Yurt«ê (Welatê Pêşketî) rojnameyeke din derdikeve. [731 aydogan_bere] Yek ji wan sedemên derketina wê rojnameyê ew bû ko heta wê demê, »tu rojnameyên Ankara û Stenbûlê cîh nedida bûyerên Rojhilatê û derd û kulên wê« û ji ber vê yekê, pêwîstî bi rojnameyeke weha hebû. [732 aydogan_bere] Jîyana wê jî ancax heta Payiza 1959an dewam kir. [733 aydogan_bere] Lê hemû gavên ko ji 1948an û pê ve hatibûn avêtin û tecrubeyên ko di vî warî de çêbûbûn, ji bo gavên bi dû xwe re wek mîras mabûn. [734 aydogan_bere] Ji Payiza 1959an û heta ko Dîcle-Firatê dest bi jîyana xwe ya weşanî kir, di qada weşanî de, tu gavên berbiçav nehatin dîtin. [735 aydogan_bere] Ji wê demê û vir de, gava yekem, ancax di 01.10.1962an de, bi Dîcle-Firatê hat avêtin. [736 aydogan_bere] Dîcle-Firatê bi mîraseke ne pir xurt dest bi weşanê kir, lê wê mîrasê, ji bo ko ew karibe di warê pirsa welatê xwe de, bi mêrxasî weşanê bike, têra wê dikir. [737 aydogan_bere] Jîyana kurdan a weşanî û daxwazên ko çi di wê qadê de û çi jî di qadên jîyanê yên din de dihatin kirin, pêvajoya şîyarbûn û lixwevegerînê xurttir dikir. [738 aydogan_bere] Dewlet bê midaxele nema û li gel zilm û zora li Kurdistanê, bêtir jî li kesên ko beşdarî jîyana weşanî dibûn, dihat xezebê. [739 aydogan_bere] Pêvajoya bêdengîyê ne bi tenê di qada jîyana weşanî de, lê herweha di qada sîyasî de jî serdest bû. [740 aydogan_bere] Ji destpêka pêvajoya ko min navê »pêvajoya bêdengîyê« lê kir û bi vir de, heta demeke dirêj, çareserkirina pirsa kurd ji sîyasetvanên ko li gora îdeolojîya resmî bi sîyasetê ve mijûl dibûn re hatibû hiştin. [741 aydogan_bere] Mîna ko di Dîcle-Firatê de jî hatiye dîyarkirin, wan sîyasetvanan ne rastîya kurdan nas dikir û ne jî dixwast nas bikin. [742 aydogan_bere] Metodeke wan hebû, ew jî qûndaxa tivingên cendirmeyan bû. [743 aydogan_bere] Ji bo çareserkirina pirsê, ji derveyî devê tivingê, tu rêyên din nehatibûn bikaranîn. [744 aydogan_bere] Ji dema ko Komara Tirkîyeyê hatiye avakirin û bi vir de, her ev sîyaset hatiye meşandin. [745 aydogan_bere] Di dema Partîya Demokrat de jî her eynî sîyaset, yanî sîyaseta dewletê ya resmî hatiye birêvebirin. [746 aydogan_bere] Lê di dema îqtîdara vê partîyê de kapîtalîzm li Tirkîyeyê pêş dikeve û ev pêşketin tesîrê li bakurê Kurdistanê jî dike. [747 aydogan_bere] Di civatê de guhertinên berbiçav xuya dibin. [748 aydogan_bere] Ev guhertin bi guhertinên dinyayê yên di warê şîyarbûn û rizgarbûna neteweyan de derdikevin ortê re, tesîrê li ronakbîrên kurdan jî dikin. [749 aydogan_bere] Ji bo pêşdebirina doza gelê kurd, wan didin fikirandin û ber bi livandinekê diajon. [750 aydogan_bere] Ew dem ji alîyê şîyarbûn û rizgarbûna gelan ve jî demeke balkêş e. [751 aydogan_bere] Çirûskên ko ji tevgera gelan diçûn ronahîya xwe dida welêt û bi taybetî jî pêla ko li başûrê welêt rabûbû, ji bo şîyarbûna vî gelê ko hogirî xeweke giran bûbû, tesîreke mezin dikir. [752 aydogan_bere] Ber bi dawîya salên 50yî de piştgirîya ko ji bo Partîya Demokrat hebû, baş kêm bûbû. [753 aydogan_bere] Sîyaseta ko wê dimeşand dibû sedemên reaksîyonên mezin. [754 aydogan_bere] Lê gava di hilbijartinên 57an de jî bû partîya yekem û bi dû hilbijartinan re bû hikûmet, êdî hem di civatê de û hem jî di nava ordîyê de dengên nerazîbûnê her ko diçûn bilindtir dibûn. [755 aydogan_bere] Sîyaseta ko li ser bingehê înkar û asîmîlasyona kurdan hatibû avakirin, her di wê demê de jî berdewam bû. [756 aydogan_bere] Di vî warî de ji bo bilêvkirina mafekî piçûk jî destûr tune bû û her hewildanên di vê rêyê de bi tahde û zilma dewletê re rû bi rû dibû. [757 aydogan_bere] Di vî warî de ronakbîrên kurdan li gora îmkanan di ber xwe de daye, lê hertim sîyaseta zorê û ya cezekirinê li hember wan hatinin bikaranîn. [758 aydogan_bere] Di 17yê Çileya Pêşîn de 49 kurd ji ber ko kurd bûn û mafê kurdan dianîn zimên, hatin girtin. [759 aydogan_bere] Mixalefeta li ser navê pêşverûtî û demokrasîyê ya ko tiştê herî piçûk jî li hember hikûmetê bi kar dianî, ne ev bûyer dît, ne ew zilm û zora ko wan 49 ronakbîrên kurd anîbûn zimên, dîtin. [760 aydogan_bere] Ew devera ko bûbû cîhê ceribandina zilm û zora nedîtî, ne ji alîyê hikûmetê ve dihat naskirin û ne jî ji alîyê mixalefetê ve. [761 aydogan_bere] Di dawîya meha Nîsana 1960î de, li gelek deveran meş û mitîng çêdibûn û polîsan her metoda êrîşkarîyê bi kar dianî. [762 aydogan_bere] Partîya Komarê ya Gel (CHP) bi amadekirina darbeyekê dihat tawanbarkirin. [763 aydogan_bere] Tevî »birêvebirina awarte« jî meş û mîtîng nedisekinîn. [764 aydogan_bere] Meş û mîtîngên ko ji 28ê Nîsana 1960î dest pê kir, heta 27ê Gulanê, her berdewam bûn. [765 aydogan_bere] Partîya Komarê ya Gel bi piştgirîya ordîyê û xwendevanan ve, ev mixalefet organîze dikir û serokê wê di wan rojan de ji hikûmetê re eşkere digot »Ez jî nikarim we xelas bikim«. [766 aydogan_bere] Di 5ê Gulanê de, di serî de zabitên ordîyê û endamên Partîya Komarê ya Gel, di mîtînga ko ji alîyê Partîya Demokrat li Kizilayê hatibû organîzekirin de li Menderesî xist. [767 aydogan_bere] Di hindurê dewletê de hêzên cuda bi hevdu ketibûn. [768 aydogan_bere] Partîya Komarê ya Gel piştgirîya mixalefeta civakî jî wergirt û bi hêza xwe ya di ordîyê de hebû ve, ji bo pêkanîna programa xwe ya di dema mixalefetê de hatibû dîyarkirin, îmkana îqtîdarbûyinê bi dest xist. [769 aydogan_bere] Û di 27ê Gulanê de komîteya (Komîteya Yekîtîya Neteweyî- Milli Birlik Komitesi) ko ji derveyî hîyerarşîya ordîyê hatibû avakirin dest danî ser îqtîdarê. [770 aydogan_bere] Bi 27ê Gulanê re, bi gelek kesan re hêvîyek çêbûbû. [771 aydogan_bere] Gelek kesan li ser navê demokrasî, azadî û pêşverûtîyê, piştgirîya wê kir. [772 aydogan_bere] Bi 27ê Gulanê re û bi taybetî bi qebûlkirina Qanûna Bingehîn a nuh re (09.07.1961), di cepheya mixalîf de livandineke berbiçav çêbû. [773 aydogan_bere] Çepê Tirkîyeyê jî dest bi livandineke mezin kir. [774 aydogan_bere] Bi taybetî damezirandina Partîya Tirkîyeyê a Karker rengekî nuh da sîyasetê. [775 aydogan_bere] Ev hin xusûsîyetên dema nuh bûn ko bi vê Qanûna Bingehîn re dest pê kiribû. [776 aydogan_bere] Van guhertinan bêşik tesîr li civata kurd û nemaze li ronakbîrên kurd jî kir. [777 aydogan_bere] Desthilatdarên 27ê Gulanê »efûyeke sîyasî« jî derxist. [778 aydogan_bere] Lê bi »efûya wan a sîyasî« re, herkes hatin berdan, bi tenê kurd di girtîgehê de hatin hiştin. [779 aydogan_bere] Partîya Demokrat 49 kurd girtibûn û desthilatdarên 27ê Gulanê jî girtina wan domandibû. [780 aydogan_bere] Li ser navê »pêşverûtîyê« û »dij-feodalîzmê«, »55 axa«yên kurd ko yek ji wan jî Faîk Bucak bû, hatin sirgûnkirin û 400 kurd li Kampa Sîwasê hatin civandin. [781 aydogan_bere] Bi kurtî, xeta li hember kurdan a esasî, qet nehatibû guhertin. [782 aydogan_bere] Di Qanûna Bingehîn de dîsa kurd tune bûn. [783 aydogan_bere] Maf û azadîyên kurdan ên neteweyî û demokratîk dîsa tune hatibûn hesibandin. [784 aydogan_bere] Qanûna Bingehîn mîna belgeyên Komarê yên berîya xwe -tevî ko li gora ya 1924an ji bo bikaranîna hin maf û azadîyên nisbî rê vekir jî- ji bo kurdan belgeyeke înkarkirina hebûn û maf û azadîyên kurdan bû. [785 aydogan_bere] Projeya desthilatdaran a di warê çareserkirina pirsa kurd de, bi vê Qanûnê careke din eşkere bûbû. [786 aydogan_bere] Mentiqê 1924an her berdewam bû. [787 aydogan_bere] Sîyaseta Birêvebirina Yekîtîya Neteweyî (Milli Birlik ‹daresi) ya bi 27ê Gulanê re derketibû ortê, di warê pirsa kurd de, tu guhertinin nuh neanîbûn û perspektîvên Partîya Komarê ya Gel di vî warî de jî bûbûn bingehê Qanûna Bingehîn û bi vî awayî xeta nîjadperestîyê û ya kurdnenasîyê bûbûn xusûsîyetên wê demê jî. [788 aydogan_bere] Ev ji bo kurdan bûbû xeyalşikestineke mezin. [789 aydogan_bere] Ji ber ko berê, mîna gelek pêşverûyên tirkan, gelek ronakbîrên kurdan jî bi hêvîyeke mezin li 27ê Gulanê nihêrîbû. [790 aydogan_bere] Her çi qasî li hembera kurdan sîyaseteke kurdnenas a li ser bingehê înkarkirina maf û azadîyên kurdan hatibû avakirin, di rojevê de bû jî kurdan zû bi zû xwe li mixalefetkirineke dijwar ranekişandibû. [791 aydogan_bere] Ji ber ko li gora wan, tevlihevîya di nav ordîyê de berdewam bû û îhtîmala darbeyeke hêzên hîn totalîtertir û hîn bêtir dijminên kurdan hebû. [792 aydogan_bere] Ev jî dibû sedem ko kurd li hembera Birêvebirina Yekîtîya Neteweyî bi temkîn bin. [793 aydogan_bere] Lê tev vê jî sîyaseta 27ê Gulanê di warê lixwevegerînê û lêgerîna projeyên xwerû kurdî de kurd dan fikirandin. [794 aydogan_bere] Mîna ko min li jorê jî anî zimên, kurd heta demeke dirêj, dûrî pirsa xwe mabûn. [795 aydogan_bere] Hin hewildanên berîya darbeya 27ê Gulanê di rêya bicîhanîna vê pêwîstîyê de gavin wêrek bûn û ji bo gavên bi dû xwe re mîras diman, lê dîsa jî di vî warî de hertim pêwîstîyek hatibû hiskirin. [796 aydogan_bere] Ev pêwîstî piştî 27ê Gulanê, hîn bêtir dîyar bûbû. [797 aydogan_bere] Li gora Edîp Karahanî, divîya kurdan êdî bi xwe dest biavêtaya pirsa xwe û li hember vê projeya kurdnenas, projeya xwe ya kurd pêşkêş bikiraya. [798 aydogan_bere] Li gora misteweya rojeva kurdan a wê demê û çarçoveya ko wan bi xwe ji pirsa kurd re datanî, divîya li hembera qanûnên li dijî demokrasîyê, têkoşîneke xurt bihataya dayîn. [799 aydogan_bere] Divîya mirov zor bidaya îmkanên qanûnî û ev pirs bidaya minaqeşekirin û di vê minaqeşeyê de ji bo peydakirina fikireke hevbeş, divîya kurd li îmkanan bigerîyana. [800 aydogan_bere] Ji bo vê, wesîyeteke ko karibûya xizmeta vê projeyê bikiraya û dengê wê bigîhandaya her deverê pêwîst bû. [801 aydogan_bere] Divîya rêyeke taybetî bihataya dîtin. [802 aydogan_bere] Dîcle-Firat encama xeyalşikestinekê û bi îdîaya bicîhanîna pêwîstîyekê [803 aydogan_bere] Dîcle-Firat bi îdîaya bicîhanîna pêwîstîyeke weha û bersivdana daxwazên di wî warî de hebûn, derket ortê. [804 aydogan_bere] Di vê mahneyê de Dîcle-Firat berhemeke ji wan berhemên hewildana ji bo peydakirina rêyeke taybetî ye. [805 aydogan_bere] Di nivîsa »Ji bo çi em derdikevin?« de tê xuyakirin ko heta niha »tu tevgerên nuhîtîyê qedera Rojhilatê ya xerab ne guhertiye«. [806 aydogan_bere] Sîyaseta Birêvebirina Yekîtîya Neteweyî, mîna îqtîdarên berîya xwe, kurd xeyalşikestî kiribûn. [807 aydogan_bere] Hêvîyên ko ji wê hatibûn kirin, pûç derketibûn. [808 aydogan_bere] Piştî ko rastîya Birêvebirina Yekîtîya Neteweyî eşkere bû û li hembera kurdan sîyaseteke ko ji yên berê ne pir cuda hat meşandin, Dîcle-Firatê her di eynî nivîsê de weha digot: [809 aydogan_bere] »Ji Birêvebirina Yekîtîya Neteweyî ya ko gelê Rojhilatê ji dil û can piştgirîya wê dikir û hêvîya xwe pê ve girê dabû, ji bo me Kampa Sîwasê ya ko ji rojhilatîyan pêk hatibû, erdên mayinkirî yên ling, mil û serên feqîr û fiqarayên Rojhilatê Başûr difirîne û bûyera 55an bîranîn man.« [810 aydogan_bere] Ji ber vê yekê, mirov dikare bi hêsanî bibêje ko pêywendîyeke pir xurt di navbera sedemên derketina Dîcle-Firatê û sîyaseta ko li hembera kurdan hatibû meşandin de heye. [811 aydogan_bere] Heta, ger mirov bibêje ko jîyana Dîcle-Firatê ya weşanî, raste rast encama reaksîyonên li dijî wê sîyaseta Birêvebirina Yekîtîya Neteweyî bû ko di warê pirsa kurd de kurd xeyalşikestî kiribûn, dê ne şaş be. [812 aydogan_bere] Dîcle-Firatê xwastiye bibe dengê vê reaksîyonê. [813 aydogan_bere] Ji xwe, di nivîsa ko navê wê »Ji bo çi em derdikevin?« de jî ev îdîaya Dîcle-Firatê û sedemên derketina wê pir eşkere tên zimên: [814 aydogan_bere] »Rojhilatî ji ber helwêstên sîyasetvanan ên cudaker, mecbûrî dengnekirinê bûne û çareserkirina pirsa xwe, li hêvîya wan sîyasetvanan hiştiye ko Rojhilatê nas nakin, naxwazin rastîya Rojhilatê bibînin û dixwazin hertiştî bi qûndaxa tivingên cendirmeyan çareser bikin. [815 aydogan_bere] Ji xwe, encama vê lihêvîmayinê, bûye xeyalşikestin. [816 aydogan_bere] Rojnameya me di encama vê xeyalşikestinê de derdikeve.« [817 aydogan_bere] Bi fonksîyona peydakirin û belavkirina lênerîneke hevbeş [818 aydogan_bere] Xebata ji bo pêşveçûna »Rojhilat«ê ji bo Dîcle-Firatê xebateke bingehîn [819 aydogan_bere] e. [820 aydogan_bere] Di vî warî de, minaqeşekirin, peydakirina fikireke hevbeş û jiortêrakirina cudayîyên fikrî, karên herî giring tên hesibandin. [821 aydogan_bere] Ji ber vê yekê, dîsa di nivîsa »Ji bo çi em derdikevin« de weha tê gotin: [822 aydogan_bere] »Karê rojnameya me yê yekem ev e ko ew ê ji bo pêşveçûna Rojhilatê ya çandî û aborî bixebite û di vê rêyê de cudabûnên ko di warê fikirî de bên dîtin ji holê rake û wan bike yek.« [823 aydogan_bere] Her di eynî nivîsê de tê dîyarkirin ko rojname bêyî ko li ferqa sinifî binihêre, dê ji bo hemû hevwelatî û ciwanên ko bi dil û can dixwazin »Rojhilat« ango bakurê Kurdistanê pêş bikeve, vekirî be. [824 aydogan_bere] Ev hevwelatî hevwelatîyên »rojhilatî« nin û ev ciwan ciwanên »Rojhilatê« nin. [825 aydogan_bere] » Rojnameya me, ji kîjan tebeqeya civakî tên bila bên (esnaf, ticar, axa, rêncber, karker û hwd) dê ji bo hemû hevwelatî û ciwanên rojhilatî yên ko bi dil û can terefdarê pêşveçûna Rojhilatê nin, vekirî be. [826 aydogan_bere] Bi vî awayî, ji bo ko lênerîneke hevbeş derkeve ortê û belav bibe, xebat dê bê kirin.« (hejmar 1- Ji bo çi em derdikevin?) [827 aydogan_bere] Ev gotin jî dîyar dikin ko pirsa »Rojhilatê« û terefdarbûna pêşvebirina »Rojhilatê«, ji bo jîyana weşanî mîna bingeh tên qebûlkirin. [828 aydogan_bere] Dîcle-Firatê xwastiye di vî warî de fonksîyonekê bileyize. [829 aydogan_bere] Wê xwastiye ko di warê pirsa kurd de di nav kurdan de îmkanên fikreke hevbeş bên bidestxistin. [830 aydogan_bere] Wê ne bi tenê ji bo peydakirina lênerîneke hevbeş, herweha ji bo belavkirina vê fikirê jî xwe berpirsîyar dîtiye. [831 aydogan_bere] Ev jî dîyar dike ko Dîcle-Firatê ji bo peydakirina îmkanin weha û belavkirina lênerînên hevbeş ên ko pirsa »Rojhilatê« weke bingeh werdigirin, hewil daye ko weke platformeke kurdan a giring, rola xwe bileyize. [832 aydogan_bere] »Divê pêşveçûna Rojhilatê ya çandî û aborî mîna dozeke welêt bê qebûlkirin« [833 aydogan_bere] Li gora sîyaseta Dîcle-Firatê, menfaetên »Rojhilatê« bingeh e. [834 aydogan_bere] Çi li gora menfaetên »Rojhilatê« be, ew ê piştgirîya Dîcle-Firatê werbigire. [835 aydogan_bere] Rojname herweha dê li hember fikirên ko li dijî menfaeta »Rojhilatê« nin, têkoşîneke dijwar bide. [836 aydogan_bere] Lê gava Dîcle-Firat her di eynî nivîsê de dibêje; »Rojnameya me dê piştgirîya fikirên ko ji bo xêra welêt û Rojhilatê nin, bike û li hember fikirên dijber têkoşînê bide«, mirov di derheqê gotina »welêt û Rojhilatê« divê piçekî bifikire. [837 aydogan_bere] Ger qesda Dîcle-Firatê bi »Rojhilatê,« welat be, gelo ev gotina »welêt û Rojhilat«ê ji bo çi bi hevdu re hatinin bikaranîn. [838 aydogan_bere] Gelo welat û Rojhilat ji hevdû cuda nin? [839 aydogan_bere] Ger weha be, em Rojhilatê fêhm dikin, lê bi welat qesd kî der e? [840 aydogan_bere] Gava mirov her di eynî nivîsê de paragrafa ko armanca rojnameyê dîyar dike dixwîne, mirov digîhêje qenaetekê. [841 aydogan_bere] Yanî Dîcle-Firat dixwaze pirsa pêşveçûna Rojhilatê, weke dozeke »welêt«, yanî weke dozeke Tirkîyeyê bê qebûlkirin. [842 aydogan_bere] Ev qesd bi vê paragrafê, weha dîyar dibe: [843 aydogan_bere] »Armanca me dê ev be, em ê bi rihê yekîtîyeke ko li ser bingehê hezkirin û rêzgirtinê ava bûye, ji bo ko pêşveçûna Rojhilatê ya çandî û aborî weke dozeke welêt bê qebûlkirin, bixebitin.« [844 aydogan_bere] Di gelek waran de, lênerîn ne zelal in. [845 aydogan_bere] Gelek caran, dijîtîyên berbiçav xuya dibin. [846 aydogan_bere] Ji xwe, li gora wan, armanceke Dîcle-Firatê jî ew bû ko wê dixwast di pirsên bingehîn de şertên lênerîneke hevbeş amade bike. [847 aydogan_bere] Perspektîvên ko di warê pirsa kurd û Tirkîyeyê de dîyar dibin, ne bi tenê xusûsîyetên Dîcle-Firatê derdixîne ortê, her weha xusûsîyetên salên 1960î jî derdixîne ortê. [848 aydogan_bere] Ji ber vê yekê, pir balkêş in. [849 aydogan_bere] Tirkîye û Kurdistan di gelek nivîsan de - tevî ko carinan di nav rêzan de, tiştên bi vê re nelihevkirî tên xwendin jî- ne mîna du welatên cuda, lê Kurdistan weke herêmeke Tirkîyeyê tê pêşkêşkirin. [850 aydogan_bere] »Pêşveçûna Tirkîyeyê tevahîyek e û pêşveçûna Rojhilatê perçeyek e. [851 aydogan_bere] Pir eşkere ye ko perçe tabîî tevahîyê ye.« (hejm. [852 aydogan_bere] 2 -Pêşveçûna Rojhilatê û lênerînên şaş) [853 aydogan_bere] Di nivîsan de temaya yekîtîyê pir li pêş e. [854 aydogan_bere] Ew yekîtîyekê dixwazin, lê ji bo vê yekîtîyê, şertên wan henin. [855 aydogan_bere] Di nivîsa hejmara 4an a ko navê wê »Li ser yekîtî û bihevrebûnê« de jî tê dîyarkirin ko berî hertiştî, divê mirov destûrê nede ko hin hevwelatî li ser hin hevwelatîyên din desthilatdarîyê deynin. [856 aydogan_bere] Bêyî ko mirov li ferqa nîjad, dîn, mezheb û zimên binihêre, divê hemû hevwelatî li hembera qanûnan mîna hev bin. [857 aydogan_bere] Çarçoveya yekîtîyê, »Mîsak-i Millî« ye û ev sînorê pirsa kurd e jî. [858 aydogan_bere] Di nav Misak-i Millî de paraztina xusûsîyetên cuda ji bo wan pir giring e. [859 aydogan_bere] Bo nimûne; gava gelê herêmekê bi zimanê xwe bipeyive û binivîsîne, divê weke xeterekê neyê dîtin: »Di nav civata Tirkîtîyê de gava gelê herêmekê bi zimanê xwe bipeyive û binivîsîne, ev ji bo çi ew qasî bi xeter tê dîtin, em nikarin vêya fêhm bikin?«. [860 aydogan_bere] Min di vê paragrafê de paraztina xusûsîyetên di warê zimên de fêhm kir, lê divê ez dîyar bikim ko min tu mahne neda gotina »di nav civata Tirkîtîyê de«. [861 aydogan_bere] Di vira de mirov dikare bi hêsanî bibîne ko di hilbijartina gotinan de carinan gotinên ko dûrî rihîyeta Dîcle-Firatê nin, hatinin bikaranîn. [862 aydogan_bere] Li ser ordîyê jî mirov dikare li hin gotinin xerîb rast bê. [863 aydogan_bere] Ev di warê rola ordîyê de hem ji bo misteweya têgîhiştina çepê Tirkîyeyê û hem jî ji bo ya ronakbîrên kurdan nimûneyeke balkêş e. [864 aydogan_bere] Xuya ye ko di wê demê de pêwîstîya serê kurdan li ser vê pirsê jî bi zelalbûneke baş hebûye. [865 aydogan_bere] Di Dîcle-Firatê de li ser ordîyê weha tête gotin: [866 aydogan_bere] »Yên ko dixwazin ordîyê ji bo menfaetên xwe yên taybetî bi kar bînin, ew ê ji alîyê ordîyê bi xwe ve bên eciqandin. [867 aydogan_bere] (hejmar 6-Qedera rejîma demokratîk) [868 aydogan_bere] Ji xwe, bi minasebeta salawexta wefata Ataturkî, weşandina sûretê wî yê di hejmara rojnameyê ya duyem de û nivîsa ko li binê sûretê wî hatiye nivîsandin, li ser rûpelê yekem wekî pîneyekî xuya dibe. [869 aydogan_bere] Termînolojîya ko di rojnameyê de tê bikaranîn, tiştên ko çi li ser navê taktîkê, çi jî li ser navê stratejîyê tên gotin, çarçoveya ko ji bo pirsa kurd tê danîn û tesbîtên di warê rewşê de dîyar dikin, bê misteweya minaqeşeya pirsa kurd, rewşa tevgera neteweyî, awayê têgîhiştina pirsê û bi giştî rojeva kurdan çawa nin. [870 aydogan_bere] Rojname di vê mahneyê de jî belgeyeke pir hêja ye. [871 aydogan_bere] Gelo argumentên Dîcle-Firatê çi nin? [872 aydogan_bere] Gelo Dîcle-Firatê di vî warî de ji bo çi xeteke weha meşandiye û termînolojîyeke weha bi kar anîye? [873 aydogan_bere] Em pir baş dizanin ko Dîcle-Firat û dorhêla wê mixalîfê rejîmê bûn û bingehê jîyana wan a weşanî pirsa kurd bû. [874 aydogan_bere] Lê tevî ko hêvîyên wan ên ji Birêvebirina Yekîtîya Neteweyî hatibûn kirin, pûç derketibûn û qenaeta ko divîya êdî »Rojhilatî« bi xwe dest biavêtaya pirsa xwe û ji bo çareserkirinê, fikireke hevbeş derxstaya ortê jî bi wan re peyda bûbû, gelo ji bo çi mixalefeteke xurt nekiribû, an nexwastibû bike? [875 aydogan_bere] Min bi vê meqsedê jî li Dîcle-Firatê nihêrî û di hin hejmarên wê de hin niqte tesbît kirin ko bi vê pirsê re elaqadar in. [876 aydogan_bere] Nimûneyên ko ez ê bidim -mîna ko min li jorê jî dîyar kir - dê ji nivîsên Edîp Karahanî bên hilbijartin. [877 aydogan_bere] Ji ber ko xeta rojnameyê di van nivîsan de pir eşkere ye û ya herî giring jî ew e ko nivîsên wî temsîla xeta rojnameyê dike. [878 aydogan_bere] Ez dixwazim bi nivîsa li ser »Turkeş û Sosyalîzm«ê dewam bikim: [879 aydogan_bere] » Neyse, em weha bihesibînin ko Turkeş bû îqtîdar. [880 aydogan_bere] Em ê ji kirinên wî çend xalan rêz bikin: 550 Rojhilatî sirgûn. [881 aydogan_bere] 4000 Rojhilatî ber bi Kampa Sîwasê. [882 aydogan_bere] Li sînorên Rojhilatê 1000 erdên mayinkirî. [883 aydogan_bere] Ev reqem nîşan didin ko ev kirin ji wan kirinên Turkeş ên ko di dema îqtîdara Yekîtîya Neteweyî de kiribûn, deh caran bêtir in. [884 aydogan_bere] (hejmar 6- Turkeş û Sosyalîzm) [885 aydogan_bere] Xuya ye ko wê demê tirseke mezin hebûye ko hin hêzên hîn totalîtertir dikarin bên ser hikum. [886 aydogan_bere] Li gora Dîcle-Firatê, gava rewşeke weha çêbibe, devera ko herî bêtir zerarê bibîne, dê dîsa »Rojhilat« be. [887 aydogan_bere] »Em bi xwe ji pêşeroja civata xwe, ne bi hêvî nin. [888 aydogan_bere] Di rojên pêş de îhtîmala avakirina îqtîdareke faşîst a ko niqteyên wê yên bingehîn an ji alîyê sîvîlan, an ji alîyê leşkeran, an jî ji alîyê sîvîl û leşkeran ve -têkel- bêne girtin, heye. [889 aydogan_bere] Birêvebirineke Faşîst a weha, dê di emrê xwe yê yekem de berê topên xwe teqez bide Rojhilatê.« (hejmar 7- Enîya Demokratîk) [890 aydogan_bere] Ji ber vê yekê, di hejmara 6an de, di dawîya nivîsa »Turkeş û Sosyalîzm«ê de weha tê nivîsandin: [891 aydogan_bere] » Birêz Turkeş, ger tu berê di ser termên me re derbas nebî, tu ê nikaribî nîzama qanûna bingehîn ji ortê rakî û bê ser hikum. [892 aydogan_bere] » [893 aydogan_bere] Û piştî wê jî di navbera rejîmeke »dîkta û demokrasîyê« de tercîha xwe tîne zimên: » Di navbera dîkta û demokrasîyê de tercîha xwe li alîyê demokrasîyê danîn, ji bo Rojhilatîyan pirsa man û nemanê ye.« (hejmar7 demokratik cephe) [894 aydogan_bere] Her di eynî nivîsê de, bi tercîhê re damezrandina enîyeke demokratîk weke pêwîstîyekê tê pêşkêşkirin û di derheqê beşdarîya kurdan de jî weha tê gotin: [895 aydogan_bere] » Ger li Tirkîyeyê, enîyeke demokratîk bê avakirin, Rojhilat dê bibe endama wê ya herî sadiq.« (hejmar-7 demokratik cephe) [896 aydogan_bere] Di derheqê mixalefetkirinê û pirsên ko bala min kişandibûn de jî fikirên rojnameyê hêdî hêdî dîyar dibin. [897 aydogan_bere] Rojname ji alîyekî ve behsa sîyasetên ko kurd xeyalşikestî kirinin û hêvîyên ko pûç derketinin dike û ji ber vê yekê, dixwaze ko li ser bingehê menfaetên »Rojhilat«ê mixalefetê bike, ji alîyê din ve jî ji bo îqtîdareke hîn xerabtir çênebe, destê wê ji koalîsyonê nabe. [898 aydogan_bere] Di vî warî de hem xeta ko tê meşandin û hem jî sedemên wê, weha tên dîyarkirin: [899 aydogan_bere] »Dîcle-Firat ji bo ko tu delîveyan nede destê dijminên koalîsyonê weke ko heta niha kiriye, ew ê ji niha û pê ve jî bi giranî û hûrbijarî hereket bike. [900 aydogan_bere] .... Madem em dîktayeke nîjadperest naxwazin û em li dijî dîktayê nin, wê gavê ger em ji koalîsyonê re zehmetîyan derxînin, ma ew ê neyê wê mahneyê ko em dara bin xwe dibirin? [901 aydogan_bere] .... Dil dixwast ko Dîcle-Firat bi awayekî hîn birêkûpêktir derkeve, lê dil tiştekî dibêje û aqil tiştekî din. [902 aydogan_bere] Û kapasîteya xebatkarên Dîcle-Firatê têra vê birêkûpêkîyê dike. [903 aydogan_bere] Dîcle-Firat bi giranî, lê bi awayekî ewle, ber bi hedefa xwe ve pêş de diçe. [904 aydogan_bere] Nifşên nuh pê nizanin, lê yên kevin dizanin: Di dema Meşrûtîyetê de, demekê bi kurdî rojname û kovar derketin. [905 aydogan_bere] Dibistanên kurdî yên »nimûne« hatin vekirin, lê bi dû re... Di rêya ber bi hedefê ve çûyinê de, şîara Dîcle-Firatê, yekîtîya neteweyî ye û dê yekîtîya neteweyî bimîne.« (hejmar-7 demokratik cephe) [906 aydogan_bere] Lênerînên ko li jorê hatin zimên, ji bo dîyarkirina bitemkînbûna ronakbîrên wê demê, pir balkêş in. [907 aydogan_bere] Dîcle-Firat xwedîyê felsefeyeke weha ye. [908 aydogan_bere] Li gora vê felsefeyê, xeteke sîyasî pêşkêş dike. [909 aydogan_bere] Li gora ko dîyar dibe, birêvebirên Dîcle-Firatê nedixwast rêyên ko berê hatibûn ceribandin, dîsa biceribînin ko li gora bawerîya wan, encam nedabûn, an jî encamên pir xerab dabûn. [910 aydogan_bere] Wan ew ji bîr nekiribûn û ji ber vê yekê, dixwast lingên xwe bi semt biavêjin û di bin ronahîya tecrubeyên dîrokî de hereket bikin. [911 aydogan_bere] Dîcle-Firat mixalefetê dike, lê li vê mixalefetkirina xwe baş miqate ye, da mixalefeta wê bi kêrî dijminên koalîsyonê neyê. [912 aydogan_bere] Ji ber ko li gora bawerîya wê, di şerê di navbera koalîsyonê û dijminên koalîsyonê de, dijminên koalîsyonê dê qet nebin tercîha wê. [913 aydogan_bere] Yanî dijminê dijminê mirovî, hertim ne dostê mirovî ye, lê dikare dijminekî hîn dijwartir be... [914 aydogan_bere] Ger mirov li ser gotinên ko ji Dîcle-Firatê hatinin wergirtin, baştir bifikire, mirov ê bibîne ko di eslê xwe de, Dîcle-Firat dizane, bê daxwazên kurdan çi ye, dilên wan çi dibêjin. [915 aydogan_bere] Li gora ko tê îdîakirin, li dora wê jî kadroyên ko kapasîteya wan têra bicîhanîna van daxwazan dikin, hebûne. [916 aydogan_bere] Lê dîsa li gora wan, dem dema bi îtîna û biaqilî hereketkirinê bû. [917 aydogan_bere] Li gora ko ew îdîa dikin, ew bi ya dilên xwe nakin û li gora tecrubeya »nifşên kevin« li gora êqil dimeşin. [918 aydogan_bere] Ji ber vê yekê, xwe realîst dihesibînin. [919 aydogan_bere] Şîara wan a »yekîtîya neteweyî« jî ji bo paraztinê, mîna mertalekî dîyar dibe. [920 aydogan_bere] Dîcle-Firat mixalîf e, mixalîfeke li ser navê kurdan. [921 aydogan_bere] Kurdên ko behsa rewşa »Rojhilatê« dikin, di wê demê de jî bi »herêmperestî« û bi »cudakerîyê« tên tawanbarkirin. [922 aydogan_bere] Kurdan jî ji bo paraztinê, temaya yekîtîyê û di nava vê yekîtîyê de daxwaza pêşveçûna »Rojhilatê« ajotiye pêş. [923 aydogan_bere] Li gora bawerîya birêvebirên Dîcle-Firatê, rojnameya wan ji bo meşandina mixalefeteke bi vî rengî, weke platformeke realîst, rola xwe leyiztiye. [924 aydogan_bere] Dîcle-Firat di perspektîvên xwe de çi qasî bi heq derket, kîjan perspektîvên wê rast bûn, kîjan şaş bûn? [925 aydogan_bere] Bi carekê hertişt redkirin, an jî bi temamî qebûlkirin, ne metodeke rast e. [926 aydogan_bere] Di vî warî de, di salên 70yî de, Xwedêgiravî hin qonax derbaskirî hatibûn hesibandin, lê di salên 80 û 90î de, hin qonaxên ko derbaskirî hatibûn hesibandin, ji nuh ve bûn mijarên minakeşeyê û xalên rojevê. [927 aydogan_bere] Divê xusûsîyetên wê rewşê, di pêvajoya dîrokî de, li gora şertê wê demê û bi misteweya minaqeşeya civaka me, bên şirovekirin û dersên pêwîst jê bên wergirtin. [928 aydogan_bere] Divê ronakbîrên kurdan bi awayekî hîn aktîvtir beşdarî hewildanên ji bo bicîhanîna vê berpirsîyarîyê bibin. [929 aydogan_bere] Di vê niqteyê de tiştek heye ko divê mirov tesbît bike. [930 aydogan_bere] Ew jî ev e ko tevî xeta Dîcle-Firatê ya tevgera »biaqilî, hûrbijarî û bisemt« jî sîyaseta desthilatdaran a li hember gelê kurd, nehat guhertin û di 1963an de 23 kurd ko berpirsîyarê Dîcle-Firatê jî di nav wan de, ji ber kurdîtîyê hatin girtin û bi vî awayî, jîyana rojnameyê ya weşanî qedîya. [931 aydogan_bere] »Ji niha û pê ve, gava di îfadekirinê de heta dereceyekê zehmetî bê kişandin, em ê kurdî bi kar bînin« [932 aydogan_bere] Gava min Dîcle-Firat dixwend, min bi carekê ji bîr kir, bê ez bi kîjan zimanî dixwînim. [933 aydogan_bere] Heta ez li xwe hay bûm ko min bi tirkî dixwend, min digot qey nivîs bi kurdî bûn. [934 aydogan_bere] Hin dikarin bibêjin ko tirkîya kurdan di bin tesîra kurdî de hatiye nivîsandin, ji ber vê yekê, bi te weha hatiye. [935 aydogan_bere] Min gelek rojname û kovarên kurdan ên din jî xwendinin û ez hîn jî dixwînim, lê hiseke weha xurt a bi qasî vê hisa ko Dîcle-Firatê bi min re çêkir, dîyar nebûye. [936 aydogan_bere] Wekî din jî ger em di Dîcle-Firatê de bala xwe bidin misteweya bikaranîna zimanê tirkî, em ê bi hêsanî bibînin ko tirkîya wê li gora wê demê, tirkîyeke bimistewe ye. [937 aydogan_bere] Li gora gelek kesan, sedem hisên Dîcle-Firatê nin; rengê wê ye û ronahîya ko jê diçirisî ye. [938 aydogan_bere] Em niha jî di gelek civîn û kongreyan de dibin şahid ko gelek ji me -kurdên Swêdê ne tê de- hîn jî rêya hêsan hildibijêrin û di warê bikaranîna kurdî de tehamulî piçekî zehmetîyê nakin. [939 aydogan_bere] Şîyana xwe ya ji bo fêrbûna zimanên bîyanî, ji bo kurdî bi kar naynin. [940 aydogan_bere] Gava em di pêvajoya bi kurdîaxavtinê de piçekî zehmetîyê dikişînin, em dibêjin, »Em di warê xweîfadekirinê de zehmetîyê dikişînin, ji ber vê yekê, em dixwazin bi tirkî bidomînin.« Lê tevî ko di warê bikaranîna zimanê kurdî ya binivîskî de, dema me bi qasî ko mirov nikare bi salên 1960î re miqayese bike, li pêş e jî Dîcle-Firatê mîna me nekiriye. [941 aydogan_bere] Wê tam tersê me kiriye. [942 aydogan_bere] Dîcle-Firatê bi tirkî dest pê kiriye û planên xwe yên di warê kurdî de hêdî hêdî eşkere kirinin. [943 aydogan_bere] Di hejmara heftan de jî weha dinivîsîne: [944 aydogan_bere] » Ji niha û pê ve, gava di îfadekirinê de, heta dereceyekê zehmetî bê kişandin, em ê kurdî bi kar bînin.« (hejmar 7- Siwaro) [945 aydogan_bere] Ev rûpelên helwêsta lixwevegerînê nin. [946 aydogan_bere] Ev xusûsîyeteke rojnameyê ya balkêş e. [947 aydogan_bere] Divê mirov li ser bifikire. [948 aydogan_bere] Di beşê Dîcle-Firatê ya bi navê » Ziman-Edebîyat-Folklor«ê de, bi tenê nivîsên li ser ziman, edebîyat û folklora kurdî henin. [949 aydogan_bere] Ji derveyî wan, mirov li tu nivîsên din rast nayê. [950 aydogan_bere] Ger mirov vê xusûsîyeta Dîcle-Firatê, bi beşên »ziman û edebîyat«ê yên gelek rojnameyên me yên ko di dema me de, di giranîyê de bi tirkî derdikevin re bide ber hev, mirov dê tevî îmkan û pêşveçûnên berbiçav jî ferqekê tesbît bike. [951 aydogan_bere] Min di derheqê meyla Dîcle-Firatê ya di warê kurdînivîsandinê de berê nivîsîbû. [952 aydogan_bere] Ez naxwazim li vira dubare bikim. [953 aydogan_bere] Lê ger ez mijarên herheyşt hejmarên Dîcle-Firatê yên »Ziman-Edebîyat-Folklor«ê li jêrê binivîsînim, hem xusûsîyeta rojnameyê ya di vî warî de û hem jî ferqa ko divê bê dîtin, dê baştir xuya bibin. [954 aydogan_bere] Di vira de ev rûpelên Dîcle-Firatê ji sedî sed (%100) rûpelên ziman, edebîyat û folklora kurdî nin. [955 aydogan_bere] Em hemû dizanin ko hem hayê berpirsîyarê Dîcle-Firatê û hem jî hayê xebatkarên wê ji edebîyata Tirkîyeyê û ya dinyayê hebû. [956 aydogan_bere] Lê dîsa jî mirov ji derveyî ziman, edebîyat û folklora kurdî, nikare tu tiştekî din tê de bibîne. [957 aydogan_bere] Ziman-Edebîyat-Folklor : Hejmar 1: 1- Melle Ehmedê Cizîrî, 2- Koka Kurdan I. [958 aydogan_bere] Hejmar 2: 1- Şêx Ehmedê Xanî, 2-Koka Kurdan II. [959 aydogan_bere] Hejmar 3: 1- Hecî Qadirê Koyî, 2- Koka Kurdan III. [960 aydogan_bere] Hejmar 4: 1- Helbestên bijarte (helbestên bi Kurdî), 2- Xaltîka Fersê (çîrok), 3- Edebîyat (li ser edebîyata kurdî -wergerek). [961 aydogan_bere] Hejmar 5: 1- Ziman I (Li ser zimanê kurdîwergerek), 2- Dînê û Dîno (çîrok). [962 aydogan_bere] Hejmar 6: 1- Ziman II (dewama wergera hejmara 5an), 2-Xecê û Sîyamed, 3- Eşîrên Kurdan I (wergerek). [963 aydogan_bere] Hejmar 7: 1- Eşîrên Kurdan II (dewama hejmara 6an), 2- Siwaro (çîrok). [964 aydogan_bere] Hejmar 8: 1- Dîroka Kurdan, 2- Kurd û Dîn, 3- Heydo û Ferho (çîrokxwerû bi kurdî). [965 aydogan_bere] »Tu dinivînî, ji bo çi? [966 aydogan_bere] Ji bo zimanê xwe ji bîr bike. [967 aydogan_bere] Tu şîyar dikî, ji bo çi? [968 aydogan_bere] Ji bo zimanê xwe ji bîr bike.« [969 aydogan_bere] Wekî din jî ger em bala xwe bi awayekî din bidin rojnameyê, em ê di warê paraztina zimên -weke xusûsîyeteke »rojhilatî«- û têkoşîna li dijî asîmîlasyonê de li gelek nivîsan rast bên. [970 aydogan_bere] Ji bo rastîya Dîcle-Firatê ya di vî warî de min ji hejmara duyem nimûneyek hilbijart. [971 aydogan_bere] Ez bawer dikim ko ev nimûne dê têra dîyarkirina xusûsîyeta rojnameyê ya di vî warî de bike. [972 aydogan_bere] »Berê ji bo ko rojhilatî zimanê xwe yê bav û kalan, urf û adetên xwe ji bîr bikin, Rojhilat hat îhmalkirin. [973 aydogan_bere] Îroj ronakbîr û sîyasetvan pêşveçûna Rojhilatê dixwazin. [974 aydogan_bere] Li vira, armanc dîsa di hindurê xwe de hilandina Rojhilatê ye. [975 aydogan_bere] ... Sedsal derbas dibin, fikir tên guhertin, lê meqsed nayên guhertin. [976 aydogan_bere] Tu dinivînî, ji bo çi? [977 aydogan_bere] Ji bo zimanê xwe ji bîr bike. [978 aydogan_bere] Tu ji şîyar dikî, ji bo çi? [979 aydogan_bere] Ji bo zimanê xwe ji bîr bike.« (hejmar 2- Pêşveçûna Rojhilat lênerînên şaş) [980 aydogan_bere] Bîst û pênc sal berê, bayekî bêhniçikên hat. [981 aydogan_bere] Hewayeke fetisokî dil dan ber xwe… [982 aydogan_bere] Sîh û neh sal berê, xwedîyê hespikekî hesinî li hembera çavtirsandineke dîrokî xwe spart hêza gotinan. [983 aydogan_bere] Sîh û neh sal berê, yekî birûqalind î biheybet li tu gefan guhdarî nekir. [984 aydogan_bere] Gefên ko malbatek ji hêjayîyên bingehê sirgûnekê bi dûr dixist... [985 aydogan_bere] Sîh û neh sal berê, gava hêvî di qefesekê de hefskirî bû, me bengînîyek di dilê xwe de bi dizî xwedî kir. [986 aydogan_bere] Adana wê lêdana dil... Me hesreteke hevbeş bi nihênî şevbihêrk şevbihêrk gerand. [987 aydogan_bere] Mîna kana erdekî beyar... Sîh û neh sal berê, dinya ker û lal û civat di xeweke giran de bêhal... Sîh û neh sal berê, me di himbêza cehaletê de dergûşa zanebûnê hejand. [988 aydogan_bere] Roja me êdî ji dil ji rojhilatê hilat. [989 aydogan_bere] Dîkan bi berbangê re dîsa mîna berê bi kêf dest bi azanê kir. [990 aydogan_bere] Sîh neh sal berê, qêrînek hat bihîstin. [991 aydogan_bere] Dengê gazî û hawarekê di gelîyan de olan da... Sîh û neh sal berê, bi dengekî gûr ve xewar ji nişka ve venihurîn... Wê gavê, keçên ko hibrîyên helebî û cemalî yek li ser yekê li serî girêdayî daketin dîlanê... Pîrekên bi kitanên melkezêt, bi çavên bi evînê ve hilmiştî xwe li wan girt. [992 aydogan_bere] Xort kişîyan bir bi bir, bi dilên bi êgir ve veniştî... Dinya rengîntir bû û bêhna jîyanê xweştir bû... [993 aydogan_bere] Sîh û neh sal berê, sira bayekî hênik hat. [994 aydogan_bere] Bayekî evînê... Xwe ji lêf bera xwarê da û li berîyeke bêserî û bêbinî girt. [995 aydogan_bere] Sîh û neh sal berê, kulîlkan dîsa serên xwe hildan, mîna carên berê. [996 aydogan_bere] Xwezayê dîsa xwe xemiland li deşt û zozanên me. [997 aydogan_bere] Û Sîh û neh sal berê, yekî ji Zeytûnistanê da rê. [998 aydogan_bere] Dîcle û Firat bi heybeta xwe kirin yek, çemekî boştir ava kir û bi bengînî herikand. [999 aydogan_bere] Wê gavê, di şeva tarî de gotin çirisîn. [1000 aydogan_bere] Ronahî mîna dermanekî, hêdî hêdî niqutîn çavên ko qapaxên wan ji zû de jiserhevranebûyî... Li ber şewqa wan, çavên yara dilrevîn ez kirim hêsîr. [1001 aydogan_bere] Me bi ronahîya wan da ser rê. [1002 aydogan_bere] Dilên me bi agirê wan ve me nema tebitîn. [1003 aydogan_bere] Memê di bin şewqa wan de ji bajarê Mixribê da rê, Bozê Rewan bi evîna wan bezand. [1004 aydogan_bere] Zînê bi çirûskên wan, da dû dilê xwe û derket pêşîyê. [1005 aydogan_bere] Bîst û neh sal berê, Hespikekî Hesinî da dîyarekî, mîna nîşaneke berxwedana dilekî. [1006 aydogan_bere] Bîst û neh sal berê, Dîwanekê xwe li tarîyê rakişand. [1007 aydogan_bere] Dîwanek li rûpelên dîrokekê hat neqişandin. [1008 aydogan_bere] Bi hûrbijarî û bi hinerbazîya nîgarkêşekî... Dîwanek... Mîna rojekê ji Rojhilatê hilat, li devereke rojlêqedexekirî... Em bi mîrasa wê xwedî bûn. [1009 aydogan_bere] Em di xweşîya hisên wê de vegevizîn. [1010 aydogan_bere] Me xwe bi mêrxasîya wê ve pesinand. [1011 aydogan_bere] Bîst û neh sal berê, me hêvîyên xwe di Dîwanekê de civandin. [1012 aydogan_bere] Me xwe spart hêza Dîwanekê û em bi evîna wê kelîyan. [1013 aydogan_bere] Lê bîst û pênc sal berê... Li wê çolê û li wî beyarî, gava ez derketibûm temaşeya yarê... Dilê min ji nişka ve serî rakir li ber qederê... Ji mehan meha Gulanê, ji dahnan dahnê êvarê... Pêlên xemgînîyeke malikşewitî keç û xort pahn kirin li wê meydanê. [1014 aydogan_bere] Bîst û pênc sal berê, bayekî bêhniçikên hat. [1015 aydogan_bere] Hewayeke fetisokî dil dan ber xwe. [1016 aydogan_bere] Hilma gotinan çikîya, qirikên wan zuha bûn. [1017 aydogan_bere] Devên wan nema gerîyan. [1018 aydogan_bere] Çongên wan sist bûn, rûyên wan zer, çavên wan di ser hevdu re qulipîn. [1019 aydogan_bere] Û tayekê ew girtin û yekê ew berdan. [1020 aydogan_bere] Bîst û pênc sal berê, nameyek hat. [1021 aydogan_bere] Nameyeke reş.. Xebereke nexweş. [1022 aydogan_bere] Keleha Mêrdînê bi heybeteke nedîtî hejand. [1023 aydogan_bere] Dilek rawestîya bi merameke nîvcomayî... Dîyarekî xwe reş girêda. [1024 aydogan_bere] Dil qirqilîn. [1025 aydogan_bere] Dil perpitîn. [1026 aydogan_bere] Li Zeytûnistanê, darbestekê di bin gulîyên keçan ên jêkirî de, xwe bi zorê ragirt. [1027 aydogan_bere] Zeytûnistanîyan gorek kola di dilên xwe de. [1028 aydogan_bere] Gora mêrxasekî... Mêrxasekî biheybet... Mêrxasekî mîna Sîyabend kelemekî benîştokê di dil de çikîyayî û bi Xecê têrşanebûyî... [1029 aydogan_bere] Bayek hat. [1030 aydogan_bere] Bayekî bisaw.... Bayekî di meqamê mirinê de... Lêf ket tev. [1031 aydogan_bere] Berî rikrikî. [1032 aydogan_bere] Nêrgîz çav tije hêsir, beybûn situxwar ma. [1033 aydogan_bere] Hinar perçivîn. [1034 aydogan_bere] Weke her cara ko xebereke nêxêr dibihîst... Zeytûn hişk bûn. [1035 aydogan_bere] Mîna her cara di bin pêlên xemgînîyê de difetisîn... Çem zuha bûn. [1036 aydogan_bere] Mîna di her rûdana qudûmşikên de... [1037 aydogan_bere] Ez li qûntara çîyayekî xewnistanekê li xwedîyê merameke dîrokî rast hatim. [1038 aydogan_bere] Min li wê palê xwe spart xeyalên ji heyaman... Îroj, tovên ko te çandibûn, bûn xerz. [1039 aydogan_bere] Xerzên te bûn dar û darên te... Kulîlk lê ketin, bişkivîn, bûn hêvî û ji serê Tûrcelê bi ser deşta dilê me de fûrîya. [1040 aydogan_bere] Em dergûşên zarokên xwe di bin dara gûzê de bi meqamên serpêhatîyên te dilorînin. [1041 aydogan_bere] Em zarokên xwe bi evîna merama te û serpêhatîyên Dîwana te mezin dikin. [1042 aydogan_bere] Stranên me ji dil tên gotin. [1043 aydogan_bere] Dengên wan pêl bi pêl bilind dibin. [1044 aydogan_bere] şevbihêrk geş dibin; şêwir bi aqilî tên kirin û dil bi evînê ve lê didin. [1045 aydogan_bere] Em di şahîya gulvedana hêvîyên te de sermest dibin. [1046 aydogan_bere] Di himbêza bextewarîyê de... Em bi rastgerîna xewnên te ve, ji destê yara dilrevîn pîyaleyekê bi ser xwe de dadikin. [1047 aydogan_bere] Em bi awirên te ve şopa hêrseke kevnar digerînin; di labîrentên xumamistanê de rêya xwe dibînin. [1048 aydogan_bere] Gava dara gûzê pel weşandin û min ji xewnistanê qesda jêrzemîna hefsa dilekî xemgîn kir, ez bi pirsekê bi xwe hisîyam: Ka li ku? [1049 aydogan_bere] Ez li ber derîyê Lalistanê, bi bêhna şewatekê li xwe hay bûm. [1050 aydogan_bere] Di kelkela Havînê de çavên min bi rivînên agirê ko xwe li ezmên radikişand, ji serê min baz da. [1051 aydogan_bere] Gotin wê gavê di bin mij û moranê de fetisîn. [1052 aydogan_bere] Dev nema gerîyan. [1053 aydogan_bere] Dem wê çaxê westîya. [1054 aydogan_bere] Dil pêl bi pêl… Dil parî bi parî… Dil bi hesret... Dil di dolên biyanistanê de diqêre. [1055 aydogan_bere] Bi hêvîya ko rojekê li Lalistanê jî ziman bigerin... [1056 aydogan_bere] Ev nivîs bi minasebeta 25 salîya wefata ronakbîrê kurd Edîp Karahan hatiye nivîsîn û di »Kurdinfo.com û Kurdinfo.dk«yê de hatiye weşandin. [1057 aydogan_bere] »Ji ber ko miletên bindest heyîna xwe ji serdestên xwe bi du tiştan, bi qeweta du çekan diparêzînin: Ol yek, Zman dudo. [1058 aydogan_bere] Lê heke ola miletê serdest û bindest yek bibe, hingî çek yek bitenê ye û bend tenê zman e.« [1059 aydogan_bere] Sirgûn ewrekî reş î tarî... Sirgûn reşbînîya ko bûye kurkê qetîyayî... Sirgûn êrîşên bêhêvitîyê yên ko berên wan li bihara dilê me... Sirgûn reşqedera ziman û edebîyata kurmancî. [1060 aydogan_bere] Hem ziman û hem jî edebîyata me di gelek demên dîrokê de bi êrîşên pirhêl re rû bi rû bûnin. [1061 aydogan_bere] Niha jî bi îmkanên teknîka nuh ve hawîrdora wan hatiye girtin. [1062 aydogan_bere] Dinya hem li ser serê kurdan û hem jî li ser serê ziman û edebîyata wan, bûye tara bêjingê. [1063 aydogan_bere] Sirgûn bitenêbûn e, sirgûn êş û elem e, sirgûn hesret û kesereke bêdawî... Sirgûn li devereke bakurê dinyayê ya xalî, sermayeke dijwar a nedîtî ye. [1064 aydogan_bere] Sirgûn labîrentên wendabûn û bêhêvîtîyê... Malmîratê bîreke weha kûr û bêbinî ye ko mirov di wê de hertim bi hesreta bi rûkala dinyayê ketinê ve dişewite. [1065 aydogan_bere] Sirgûn zîndana hêvîyê ye; serî li kevirê gorê ketin e. [1066 aydogan_bere] Di sedsala bîstî de kurd her ji demekê carekê, mecbûrî sirgûnê bûnin û ji ber xezeba ko bi awayekî nedîtî bi ser wan de hatiye, xwe li gelîyên kûr ên bêbinî yên ko ji bo dabelihandinê amade bûn girtiye. [1067 aydogan_bere] Kurdan ji sirgûna bêbext bext xwastiye. [1068 aydogan_bere] Sirgûn jî bi nan û perçakî li ber digere ko hinek xwe lê bigire û ew jî karibe fonksîyona xwe bi cîh bîne. [1069 aydogan_bere] Lê kurdan di dîroka xwe de nîşan daye ko sirgûn di eynî wextê de di nav toz û dûmana ko ezmanê şîn bi tebeqeyeke reş nixumandiye de, çirûsk bi çirûsk hêvî ye jî. [1070 aydogan_bere] Ji ber ko ji bo guhertina vê qedera xerab, hewildanên herî berbiçav dîsa her li sirgûnê, li vê devera bêçare peyda bûnin. [1071 aydogan_bere] Kurdan bi vî awayî, ji bêçaretîyê çare afirandinin. [1072 aydogan_bere] Ev li gel xebatên din, di warê weşan, ziman û edebîyatê de jî her weha ye. [1073 aydogan_bere] Rojnameya »Kurdistan«ê ya ko em îsal sedsalîya wê pîroz dikin û me roja weşandina wê (22 Nîsanê), weke roja rojnamegerîya kurdî qebûl kiriye -mîna piranîya rojname û kovarên piştî xwe- jî li sirgûnê derketiye. [1074 aydogan_bere] Îroj jî gelek kovar û rojname li sirgûnê derdikevin. [1075 aydogan_bere] Îroj jî ziman û edebîyat li sirgûnê bêtir di ber xwe de didin û îmkanên pêşveçûnê bêtir peyda dikin. [1076 aydogan_bere] Hawarê jî mîna gelek kovar û rojnameyên din, ji ber xezeba tarîtîyê, ji ber agirê ko li kurdan barîyabû, 66 sal berê li sirgûnê dest bi jîyana xwe ya weşanî kir. [1077 aydogan_bere] Gava piştî serîhildanên kurdan ên ji bo bidestxistina maf û azadîyên neteweyî têk çûn û co û cobarên welêt sor herikîn, gava kurd bûbûn noka li kevir, ew weke bendeke kurdan a ji bo ko karibin xwe li hembera êrîşên tunekirinê bigirin, derket ortê. [1078 aydogan_bere] Di pêvajoya ko pêlên bêhêvitîyê bi xurtbûn û heybeta xwe ya herî mezin herkes dabû ber xwe de, ew li sirgûnê, li vê devera kana bêçaretîyê, weke kaneke hêvî û çareyê derdikeve ortê. [1079 aydogan_bere] Banga Hawarê di şertên ko êdî ço di şikeftê de hilnedihat de halana ji bo desthilanîna kurdan e. [1080 aydogan_bere] Parêzgeha me ya weha xurt e ko li hembera êrîşên asîmîlasyonê em dikarin bi ewleyî tê de bisitirin. [1081 aydogan_bere] Hawar di jîyana kurdan de qonaxeke pir giring e. [1082 aydogan_bere] Ev giringîya wê, ne bi tenê ji ber bi kurmancîbûna wê, an jî ji ber wan xusûsîyetên wê yên ko min li jorê behsa wan kir tê. [1083 aydogan_bere] Berîya hertiştî, fikira ko di 1919an de bi tesîra Mêcer Nowelê îngilîz bi Celadet Bedir-Xanî re peyda bûbû, bi saya wê, têkilî bi jîyanê re danî. [1084 aydogan_bere] Bi vî awayî, C. [1085 aydogan_bere] bedir-Xanî bi perspektîva xwe ya ko yekîtîya zimên bi yekîtîya herfan pêk tê, bingehê alfabeya me ya latînî danî û di rûpelên Hawarê de pêşkêşî gelê me kir. [1086 aydogan_bere] Wî bi cidîyeta alimekî, her herf bi hûrbijarî hilbijart û sedemên vê hilbijartinê, ji bo her herfê bi hûrgilî şirove kir. [1087 aydogan_bere] Bi wê re, bingehên gramer û rastnivîsandina kurmancî hat amadekirin. [1088 aydogan_bere] Û piştî van gavên hawar û xwedîyê Hawarê, êdî tu kesî nema karîbû bigotaya ko zimanê me bi tenê zimanê axavtinê bû. [1089 aydogan_bere] Ji ber ko bi van gavan re, hîmê zimanekî nivîsandî hatibû danîn. [1090 aydogan_bere] Gelo berîya Hawarê, bi vî zimanî nehatibû nivîsandin? [1091 aydogan_bere] Celadet Bedir-Xan di hejmara bîstî de di vî warî de weha dibêje: » Herê, hatibû nivîsandin û di zemanên gelek kevn de. [1092 aydogan_bere] Berî çend babelîskan hin camêran bi zimanê me kitêbinen mezin jî çêkirine. [1093 aydogan_bere] Lê wan nivîsaran ji me re zimanek ne dianîn pê.« [1094 aydogan_bere] Lê Celadet Bedir-Xan xebatên wan camêran înkar nake; mîna hinekan dîrokê ji xwe nade destpêkirin û dibêje » Heke Hawarê hîmê zimanê me danîye Xanî gîyanê wî afirandîbû. [1095 aydogan_bere] Ji xwe kurdanîya bîrewer bi Xanî re dest pê dike.« [1096 aydogan_bere] Taybetmendîyeke Hawarê ya din ev e; wê tesbît kiriye ko di navbera edebîyata devkî û nivîskî de ferqeke mezin heye. [1097 aydogan_bere] Di vê niqteyê de tiştekî nuh tune ye, ji ber ko ev berîya wê jî tê zanîn. [1098 aydogan_bere] Lê tiştê ko xusûsîyeteke taybetî dike para wê ev e ko wê bi vê tesbîta xwe bi tenê qîma xwe neanîye û rewşa edebîyata nivîskî ya ko hema hema bi helbestan ve sînorkirî mabû, qebûl nekiriye û ji bo ko zimanê me di her qada jîyanê de, bihataya bikaranîn, bi perspektîveke zelal û çalakîyên berbiçav hewil daye. [1099 aydogan_bere] Ji alîyekî din ve, rûpelên Hawarê belgeyên dewlemendîya folklora me nin. [1100 aydogan_bere] Wê ji bo berhevkirin û ya herî giring jî bi awayekî bi nivîskî pêşkêşkirina hêjayîyên di vî warî de, xebateke weha mezin kiriye ko mirov li hembera şîyana dûrbînîya xwedî û xebatkarên wê ecêbmayî dimîne. [1101 aydogan_bere] Hawarê di xebata xwe ya ji bo pêşdebirina zimên de, giringîyeke mezin daye wergeran jî. [1102 aydogan_bere] Wê di pêşdebirina zimên de bi rola wergeran baş zanîbû û ji ber vê yekê, rûpelên xwe bi wergerên cur bi cur jî xemilandinin. [1103 aydogan_bere] Mirov ji kîjan alîyî ve li Hawarê binihêre, mirov dê şoreşeke xurt tê de bibîne. [1104 aydogan_bere] Ew li gel hin xusûsîyetên xwe yên ko li jorê behsa wan hat kirin, hem mamoste bû, hem dibistan û hem jî propagandîsta çand û zimanê kurdî bû. [1105 aydogan_bere] Ew di vê xalê de sitûna me ya herî xurt e ko divê îroj jî em xwe bispêrinê. [1106 aydogan_bere] Vê rola wê ya dîrokî, nebûye qismetê tu kovarên din. [1107 aydogan_bere] Divê em li ser îmkanên ko bi saya wê hatinin afirandin û fikir û kirinên xwedîyê wê yên ko ji bo bingehkirin û pêşdebirina çand û zimanê me ko di pêvajoya jîyana wê ya weşanî de derketin ortê, bi awayekî pirhêl bifikirin, minaqeşe bikin û di vî warî de bawerîya ko li ser bingehê zanebûnê hatiye avakirin, xurttir bikin. [1108 aydogan_bere] Bi şertê ko em di çarçoveya lêbixwedîderketina hêjayîyên xwe de bimînin, em dikarin di hin waran de bi awayekî cuda bifikirin û bi misteweya xwe ya niha, reforman minaqeşe bikin. [1109 aydogan_bere] Ev tiştekî xwezayî ye û divê tu kes li hembera bikaranîna vî mafê xwezayî raneweste. [1110 aydogan_bere] Celadet û Hawar bêşik bingeh in. [1111 aydogan_bere] Perspektîva Hawarê çarçoveya me ye. [1112 aydogan_bere] Lê divê em hişkîya olperestî ji derveyî vê çarçoveyê bihêlin. [1113 aydogan_bere] Bi awayekî zanistî û bi perspektîva ko her tiştê kêm divê bê temamkirin û her tiştê şaş divê bê rastkirin, minaqeşeyên xwe yên ji bo zelalkirin, pêşdebirin û lêbixwedîderketinê bidomînin. [1114 aydogan_bere] Xusûsîyetên Hawarê û mîrasa ko wê ji me re hişt, wê ji hemû kovar û rojnameyên din vediqetîne. [1115 aydogan_bere] Ev taybetmendîya wê, îmkanên bitesîrbûna wê jî zêdetir dike. [1116 aydogan_bere] Lê mixabin, wê gavê tesîra wê ji bo hemû beşên welêt, bi eynî dereceyê xuya nebû. [1117 aydogan_bere] Ev tesîr bi taybetî li Bakurê welêt, ji ber şertên wê demê, bi sînor ma. [1118 aydogan_bere] Ancax gava sirgûna bi 12ê Îlonê re dest pê kir, îmkanên ko Hawar karibe fonksîyona xwe ya derengmayî, ji bo vî perçeyê welêt jî bileyize bêtir bûn. [1119 aydogan_bere] Bi binxetbûna xortên ko xwe ji ber xezeba tarîtîyê dida alî, şertên bicîhanîna fonksîyona derengmayî jî hêdî hêdî dihatin amadekirin. [1120 aydogan_bere] Di vê mahneyê de mirov dikare bibêje ko Hawar »dîyarîyeke« ji wan dîyarîyan e ko di pêvajoya xezeba 12ê Îlonê de hatiye bidestxistin. [1121 aydogan_bere] Ger Hawar di salên 70yî de li Bakurê welêt hatibûya weşandin, ger perspektîvên wê û xwedîyê wê, ji alîyê girseyan ve hatibûna zanîn û fêhmkirin, bêşik rengê minaqeşeyên me yên wê demê û helwêsta me ya di warê lêbixwedîderketin û pêşdebirina hêjayîyên neteweyî de, dê bi awayekî din bûna. [1122 aydogan_bere] Lê mixabin, em di wê pêvajoyê de ji mîras û tesîra Hawarê bê par jîyan. [1123 aydogan_bere] Ger Hawarê karîbûya tîna xwe bidaya tevgerên wê demê, di warê bi kurdî jîyîn û lixwevegerînê de, gavên pir mezin karîbû bihatana avêtin. [1124 aydogan_bere] Lê mixabin, nifşên heftêyî ji vê dewlemendîyê bêpar, hilma xwe ancax li Binya Xetê vekir. [1125 aydogan_bere] Min bi xwe, Hawar cara yekem di havîna 1981ê de li bajarê evînê, li Qamişloka rengîn dît. [1126 aydogan_bere] Hevdunaskirina min û wê, berê li taxa Qudûrbegê dest pê kir, lê gava me ji wira bar kir û em çûn xanîyê Xelîlê Bêzoyê rehmetî - ko gelek mexdûrên 12ê Îlonê wî baş nas dikin - êdî di orta min û wê de -weke ko di orta wê û gelek kesan de hebû- dostanîyeke ko gotin têrê nakin, hatibû peydakirin. [1127 aydogan_bere] Ew bi temamî bû heval û hogira min a sirgûnê, dibistana min a xwe baştirnasîn û lixwevegerîna bixurtî. [1128 aydogan_bere] Min her wê salê, ew çend caran xwend, bi gotineke din, min ew berê xitim kir û dû re jî carî kir. [1129 aydogan_bere] Her ko min rûpelên wê di ser hevdu re qulipandin, derîyê dinyayeke rengîn û dewlemend li ber min vebû. [1130 aydogan_bere] Her rûpelek mîna kulîlkeke nuhbişkivî... Ez bi bêhna ko ji wan difûrîya sermest bûm û min bi vê sermestbûnê ve, xwe li baxê îrem girt. [1131 aydogan_bere] Min xwe di pêlikên ber derîyî re bera xwarê da, ez daketim dinyaya wê. [1132 aydogan_bere] Ez li mala Mîrî bûm mêvan. [1133 aydogan_bere] Ez li mêvanperwerî û comerdîya kurdan bûm şahid. [1134 aydogan_bere] Gava min li »Xwe binas«a wî guhdarî kir, ne tu rêyên çîyayên asê û ne jî tu ba û bahozan karîbû ez rawestandama. [1135 aydogan_bere] Min şîretên wî yên di warê xwenaskirin û lixwevegerînê de xistin serê xwe û min soz dayê ko ez ê eynî şîretan li piçûkên xwe jî bikim. [1136 aydogan_bere] Min li Ehmedê Fermanê Kîkî guhdarî kir. [1137 aydogan_bere] Min di »Ez û Dîlberê« de rewşa Cegerxwînî ya li hembera »yar«ê dît. [1138 aydogan_bere] Ez li N. [1139 aydogan_bere] Zazayê ko evîn û hesreta welatê wî di dilê wî de hilnedihatin û zor dida qefesa sîngê, rast hatim. [1140 aydogan_bere] Ez û ew, em di »Derketî« de bi gotina wî ya »derketî li her derê bi tenê ye« bi hevdu re kelogirî bûn. [1141 aydogan_bere] Ez çûm şevbihêrka Dêrikîyan. [1142 aydogan_bere] Min ji Êlas Efendîyî tecrubeya 1925an wergirt, dijwarîya şertên sirgûnê bi çavên serê xwe dît. [1143 aydogan_bere] Ez bi dû re, bi xemgînî ketim bin darbesta wî û min ew tevî hesreta wî, li Ebû Ceradê veşart. [1144 aydogan_bere] Min ji devê Qedrîcanî li »Dêrik«ê guhdarî kir. [1145 aydogan_bere] Bi wê re di wê kelkela germa havînê de bayekî hênik ji Tûrcelê hat û xwe li min girt. [1146 aydogan_bere] Ez bi Osman Sebrîyî re bi minasebeta »Tevdîra mişkan« li ser bêtevdîrîya kurdan fikirîm. [1147 aydogan_bere] »Dil ji min bir«a Melayê Cizîrî dil ji min jî bir. [1148 aydogan_bere] Min di bin tesîra Çarînên Xeyamî yên bi kurdîya K. [1149 aydogan_bere] A. [1150 aydogan_bere] Bedir-Xanî hatibûn wergerandin de pîyaleyeke şeraba sor ji destê meygerekî wergirt û bi ser xwe de dakir. [1151 aydogan_bere] Ez bi Memî re ji temaşeya xweşikbûna Zînê têr nebûm, lê bi dû re em bi hevdu re di nav dixana fesadîyê ya ko Bekoyî bi erdê xistibû de wendabûn. [1152 aydogan_bere] Ez li Elyêzerê cihû rast hatim. [1153 aydogan_bere] Min dît ko zilamek dibêje,“ziman bingeh e, bê ziman netewe nabe“. [1154 aydogan_bere] Mirovek zimanekî vedijîne û pêşkêşî neteweyekî dike. [1155 aydogan_bere] Min di vî warî de li Celadet Bedir-Xanî guhdarî kir û ji serpêhatîya vî zilamî îbret wergirt. [1156 aydogan_bere] Min şertên Elyêzerî û yên Celadet Bedir-Xanî dan ber hevdu. [1157 aydogan_bere] Min dît ko herdu jî li welatên xwe mezin nebûbûn. [1158 aydogan_bere] Lê herduyan jî bi fikirên mezin û ji bo welatên xwe hereket kiribû. [1159 aydogan_bere] Di vê rêyê de fedekarîyên pir mezin nîşan dabûn. [1160 aydogan_bere] Herduyan jî ji bo yekîtîya neteweyî û yekîtîya zimên, pêşevanî kiribû û dîsa herduyan ev pêşevanî di bin ronahîya perspektîvên xwe yên mezin ên neteweyî de bi bawerî û bi israr meşandibû. [1161 aydogan_bere] Herduyan jî bawer dikir ko ger ziman tune be, netewe jî tune ye. [1162 aydogan_bere] Dîsa herduyan ji bo yekîtîya neteweyî jî ziman wekî bingeh zanîbû. [1163 aydogan_bere] Min serê xwe ji Hawarê rakir û ez li rewşa nifşê xwe, ya rastî, bêtir li rewşa xwe fikirîm. [1164 aydogan_bere] Salên heftêyî mîna xewnekê derbas bûbûn. [1165 aydogan_bere] Di nav hêjayîyan de wan hêjayîyên neteweyî yên ko ji ber paraztina wan, min xwe bi derbekê re di Kolana Evînê de dîtibû, ancax piştî hevdudîtina min û Hawarê rohnîtir û zelaltir bûbûn. [1166 aydogan_bere] Nifşê me heta wê gavê, ji bo bidestxistina wan hêjayîyan fedekarîyên pir mezin kiribûn, lê piranîya wan, bi wan hêjayîyan nejîyabûn, zimanê wan î minaqeşe û nivîsandinê yê esasî, ne zimanê kurdî bû, çand û folklora ko ew li ser konsantre bûbûn di giranîyê de, ne yên kurdî bûn. [1167 aydogan_bere] Lê ji ber ko ew kurd bûn û wan maf û azadîyên kurdan paraztibûn, felek li serê wan gerîyabû û wan jî xwe li hêlîna sirgûnan girtibû. [1168 aydogan_bere] Di vê hêlînê de Hawar hat gazîya vî nifşî û ew hêdî hêdî bi hêjayîyên eslî ve techîz kirin. [1169 aydogan_bere] Ji ber vê yekê, mirov dikare bibêje ko di warê lixwevegerîna vî nifşî de Hawarê bi derengî be jî roleke bingehî leyiztiye. [1170 aydogan_bere] Ji xwe, yê ko di navbera bakurê welêt û Hawarê de, bi dû re rola pireyekê leyizt û hîn jî dileyize jî her ev nifş e ko têkilîyên wan bi Hawarê re çêbûnin. [1171 aydogan_bere] Kurd di Hawarê de bilind in [1172 aydogan_bere] Di her rêzeke Hawarê de, di her rûpelekî wê de û di her hejmareke wê de hewildanên ji bo ko kurdan hîn bilindtir bikin, xuya dibin. [1173 aydogan_bere] Gava ew ji bo ko kurd bi xwe bihisin hewil dide, ji bo paraztin û pêşdebirina maf û azadîyên wan dixebite, mîna hinekî din ko di dema me de dikin, kurdan qet piçûk nabîne. [1174 aydogan_bere] Nefretê ji kurdan nake. [1175 aydogan_bere] Ji bo xebata xwe, mineta xwe li wan nake. [1176 aydogan_bere] Êrîşî sitûnên ko kurd xwe dispêrinê nake. [1177 aydogan_bere] Tam tersê wê, ew ji kurdan pir hez dike û ji bo vê hezkirinê, tiştê ko nikaribe feda bike, tune ye. [1178 aydogan_bere] Ew ne ji xwe, ne ji dîroka xwe û ne jî hêjayîyên xwe fedî dike. [1179 aydogan_bere] Ew bi awayekî serbilind pesinê dewlemendî û hêjayîyên kurdan dide. [1180 aydogan_bere] Mirov dikare pir bi hêsanî bibêje ko bi Hawarê re rijikên kurdan jîr bûn. [1181 aydogan_bere] Ji bo ko kurd karibin bi xwe bihisin û xwe nas bikin, da karibin bi awayekî hîn xurttir û zanetir li van dewlemendî û hêjayîyan bi xwedî derkevin, Hawar û Celadet Bedir-Xanî xebatên xwe yên di warê şîyarkirin û fêrkirinê de bi hemû awayên fedekarîyê û bê rawestan domandinin. [1182 aydogan_bere] Çeka me ya tikîtenê: ziman [1183 aydogan_bere] Celadet Bedir-Xan di hejmara bîstî de li ser çeka ko em ê karibin xwe pê biparêzin radiweste: »Ji ber ko miletên bindest heyîna xwe ji serdestên xwe bi du tiştan, bi qeweta du çekan diparêzînin: Ol yek, Zman dudo. [1184 aydogan_bere] Lê heke ola miletê serdest û bindest yek bibe, hingî çek yek bitenê ye û bend tenê zman e.« [1185 aydogan_bere] Gotinên xwedîyê Hawarê pir eşeker nin; di vî warî de xeteke esasî pêşkêş dikin; bingeh û rêya biserketinê nîşan didin. [1186 aydogan_bere] Piştî van gotinan, piştî xeta ko Elyêzerê kurd danîye, êdî hûn lîberal bin, sosyalîst bin, mihafezekar bin, bibin; çi dinivîsînin, çi minaqeşe dikin, bikin. [1187 aydogan_bere] Lê ger we di van nivîsandin û minaqeşeyên xwe de miameleya sinifa duyem bi zimanê kurdî re kir, ew tê wê mahneyê ko we ji destpêkê de wenda kiriye. [1188 aydogan_bere] Di vê qonaxa îroj de hebûna çand û zimanê kurdî, bi qasî ko bi dema Hawarê re nikare bê miqayesekirin, tê tehdîdkirin. [1189 aydogan_bere] Îroj mala ko bi kurdî nepeyive, komeleya ko zimanê wê yê resmî ne kurdî be, partîya ko ji bo ko ji zimanê kurdî bireve li mazeretan bigere, nikare doza kurdan jî pêş de bibe. [1190 aydogan_bere] Ev herweha ji bo kovar û rojnameyên ji alîyê kurdan ve derdikevin û ne bi kurdî, lê bi zimanekî din xîtabî kurdan dikin jî derbas dibe. [1191 aydogan_bere] Ji ber ko ger kurdî bê jibîrkirin û di giranîyê de zimanekî din bibe zimanê me, wê gavê dê tu mahneya hewildanên me yên ji bo paraztin û pêşdebirina hêjayîyên neteweyî tune be. [1192 aydogan_bere] Ger em giringîya bikaranîna zimên fêhm nekin, em ê hertim ji xelkê re herin êş. [1193 aydogan_bere] Yên li xerîbîyê dijîn jî divê guhên xwe baş bidin Elyêzerê kurd. [1194 aydogan_bere] Ew di hejmara 40î de, berê xwe dide kurdên li xerîbîyê dijîn û weha dibêje: » Belê ji wan kurdan re divêt, gava ji derve têne mal, herwekî cilên xwe ji xwe dikin û wan bi cilên malê diguhêrînin, zimanê xwe jî welê biguhêrînin û bi zimanê kuçê di nav malê de naxêvin û zimanê malê, zimanê mader wek tiştekî miqedes hilînin.« [1195 aydogan_bere] Çi li welêt û çi jî li xerîbîyê, di gelek civînên kurdan de, dengê yên ko dibêjin ziman ne giring e, tiştê giring ew e ko em karibin mesaja xwe bigîhinin gel, pir tê bihîstin. [1196 aydogan_bere] Û gelek henin ko hîn jî bi vê perspektîvê hereket dikin û bi çavekî piçûk li wan kesên ji bo jîyandina kurdî hewil didin, dinihêrin û wan wek mirovên ko xusûsîyeta vê pêvajoyê fahm nekiriye, dibînin. [1197 aydogan_bere] Ger em giringîyê nedin vê minaqeşeyê û di xebata paraztin û bikaranîna zimanê xwe de sist bin, xwedîyên perspektîvên ko li jorê hatin zimên, dê me bikin dizên solên me. [1198 aydogan_bere] Ji bo vê yekê, di vî warî de, hewildanên xurt û pirhêl pêwîst in. [1199 aydogan_bere] Divê herkes û di serî de xwedîyên perspektîvên weha, xwe bi vir de û bi wê de nebin û di vê pêvajoyê de baş têbigîhêjin ko yên bi kurdî nepeyivin û nenivîsînin, dara bin xwe dibirin. [1200 aydogan_bere] Di warê çand, ziman û edebîyatê de û ya giring di warê hebûna xwe de şertên ko kund li dewsa warên wan bixwînin, ew bi destên xwe amade dikin. [1201 aydogan_bere] Yên ko ji bo kurdî wekî zimanê xwe yê bingehî bi kar neînin li mazeretên bêbingeh bigerin û ji bo paraztina rewşa xwe, her ko mirov singekî bikute û ew jî tûrekî pê dakin, dê di warê midaxeleya vê pêvajoyê û lêbixwedîderketina hêjayîyên xwe yên neteweyî de hertim wekî agirê li herîyê diçe, bêtesîr bin. [1202 aydogan_bere] Dewla wan dê tu carî bi avê nekeve. [1203 aydogan_bere] Xelateke sedsalîya rojnamegerîya kurdî [1204 aydogan_bere] Hawar çi ye, ne çi ye, tevî fonksîyonên xwe herî baş di hejmara yekê de bi gotinên xwedîyê xwe hatiye zimên: » Hawar dengê zanînê ye. [1205 aydogan_bere] Zanîn xwe nasîn e. [1206 aydogan_bere] Xwe nasîn ji me re rêya felat û xweşîyê vedike. [1207 aydogan_bere] Her kesê ko xwe nas dike, dikare xwe bide nas kirin. [1208 aydogan_bere] Hawara me berî her tiştî heyîna zimanê me dê bide nas kirin. [1209 aydogan_bere] Lewma ko ziman şerta heyînê a pêşîn e.« [1210 aydogan_bere] Hawar di nav toz û dûmana reşbînîyeke dijwar a xerab de xweşbînîyeke kurdan e. [1211 aydogan_bere] Her rûpelekî wê kulîlkek û her hejmareke wê demsalek... [1212 aydogan_bere] Hawara ko li sirgûnê di 15ê Gulana 1932an de dest bi weşanê kir, berê di 1975an de û bi dû re di 1987an de dîsa li sirgûnê li welatên Ewrûpayê yên cuda weke rojeke kurd ji nû ve hilat û berê tîrêjên xwe beş bi beş ber bi welêt ve vekir. [1213 aydogan_bere] Lê îsal li Swêdê, yanî vê carê jî li sirgûnê ev tîrêj hemû li hevdu civîyan û di roja rojnamegerîya kurdî de bi şewqeke mîna ko li ser serê çîyayê Nemrûdî ji nişka ve xuya bibe û hemû şopên çand û dîroka me di ronahîya xwe de bihêle, berê xwe da gelê kurd. [1214 aydogan_bere] Di bin vê şewqê de mezopotamya rengîntir bû û Firat û Dîcle bi heybettir herikîn. [1215 aydogan_bere] Nûdemê bi weşangerîya xwe ya bi rêk û pêk, bi estetîka xwe ya taybetî û bi xebata xwe ya hûrbijar, em bi xelateke sedsalîya rojnamegerîya kurdî; bi hemû hejmarên Hawara me şad kirin. [1216 aydogan_bere] Divê êdî kurd tevî hêz û îlhama ko ji Hawarê tên wergirtin, di hawara xwe de, di hawara çand û zimanê xwe de, di hawara hebûna xwe de werin û »rêya felat û xweşîyê« vekin. [1217 aydogan_bere] Siltanê Fîlan, ez zimanê xwe dixwazim! [1218 aydogan_bere] “Pirsa herî sereke ziman e. [1219 aydogan_bere] Vêya ji bîr nekin. [1220 aydogan_bere] Ew ê berê zimanê xwe ji bîr bikin û gêrîkbûna xwe wenda bikin û ew ê ji dil bixwazin bibin fîl.” Siltanê Fîlan [1221 aydogan_bere] »Ma li Tirkîyeyê, dibistanên ko gêrîkan dikin fîl hindik in?« Yaşar Kemal [1222 aydogan_bere] » Siltanê Fîlan fîlekî ji kevokeke sipî sipîtir, gir û biheybet bû. [1223 aydogan_bere] Li ser textê xwe rûniştibû û li benda qasidê xwe bû. [1224 aydogan_bere] Di her tevgera wî de xuya dibû ko ew nikarîbû di cîhê xwe de rawestîya. [1225 aydogan_bere] Piştî kurtedemekê, Serkumikê Berz, ew qasidê ko Siltan li benda wî bû, hat. [1226 aydogan_bere] Ev çûkê ha, serokê hudhudan (Silêmanê dunikil) bû. [1227 aydogan_bere] Xuya bû ko baskên wî yên fireh, reş û sipî westîyabûn. [1228 aydogan_bere] Rengê kumika wî ya dirêj a ko li ser serê wî û li dora situyê wî, weke kevanekê bilind bûbû, turuncî bû. [1229 aydogan_bere] » (rûp.17) [1230 aydogan_bere] Pirtûkekê weha dest pê kiribû. [1231 aydogan_bere] Li gora destpêka pirtûkê qasid hatibû. [1232 aydogan_bere] Ev qasid qasidê ko Siltanê Fîlan bi meraqeke mezin li benda wî û »mizgînîya« wî ya »xêrê« bû. [1233 aydogan_bere] Hatina qasidê Siltanê Fîlan û vezelandin û lihevxistina baskên wî yên ko pelên dara çinarê kil kiribûn, ji bo Siltên mizgînîyek û ji bo gêrîkan, destpêka felaketekê bû ko heta niha berdewam e. [1234 aydogan_bere] Her ko qasidê Siltên, Serkumikê Berz behsa xweşbûna welatê gêrîkan û medenîyeta ko li wî welatî hatibû avakirin kiribû, meraqa Siltên bêtir bûbû û pêvajoya talankirina welatê gêrîkan nêzîktir bûbû. [1235 aydogan_bere] Serkumikê Berz li welatê wan heft mehan mabû. [1236 aydogan_bere] Gêrîkan bi xwarin û vexwarineke bêqisûr, mahzûbanîyeke baş kiribû. [1237 aydogan_bere] Ew ji mahzûbanîya wan têr ne bûbû. [1238 aydogan_bere] Piştî li dora Siltanê Fîlan sê caran firîyabû û bi vê firê re, sê xelekên turuncî çêkiribûn û xwe li ser dara li ber bêvila Siltên danîbû, tev gelek tiştên din, behsa vê mahzûbanîyê jî kiribû. [1239 aydogan_bere] Serkumikê Berz gotibû û Siltanê ko ji kêfan av bi devê wî ketibû, di cîhê xwe de nesekinîbû. [1240 aydogan_bere] Tevî heyecana ko hemû laşê wî dabû ber xwe jî li gotinên Serkumikê Berz bi meraqeke berlênayêgirtin ve guhdarî kiribû. [1241 aydogan_bere] »Bajarin ava kirinin, qet ne pirse Siltanê min, di bin erdê de... Bajarin medenî, biheybet. [1242 aydogan_bere] Embarên wan sal duwanzdeh meh heta ber dev bi xwarin, hunguv, navika kulîlkan, zad û bi kêzikên mirî ve dagirtînin. [1243 aydogan_bere] Paytextên xwe tam di orta deştan de ava kirinin. [1244 aydogan_bere] Ev deşt ji peravên Nîlê jî ji Çukurovayê jî hîn biberekettir in. [1245 aydogan_bere] Tew deştek heye, welatek heye ko ew qasî bibereket e, tu fîlan lê biçînî, dê şîn bibin. [1246 aydogan_bere] Alîyê vî welatî yê bakurî hemû daristan e. [1247 aydogan_bere] Daristaneke weha ye ko piling têkevê nema dikare ji nav derkeve. [1248 aydogan_bere] Alîyê başûrî jî sal duwanzdeh meh tev şênkayî ye. [1249 aydogan_bere] Deşteke fireh û heta çav çavan dibire rast û sal duwanzdeh meh heta ber dev bi kulîlkan ve dagirtî... Rojhilatê wê zevî, rojavayê wê zevî, tu can lê biçînî, tu çûkan lê biçînî, tu gêrîkan lê biçînî, dê şîn bibin. [1250 aydogan_bere] » (rûp.18-19) [1251 aydogan_bere] Siltên ji alîyekî ve guhê xwe dabû Serkumikê Berz û ji alîyê din ve jî li planên ji bo bidestxistina van nîmetan, fikirîbû. [1252 aydogan_bere] Di dawîyê de jî biryara xwe dabû. [1253 aydogan_bere] Bi emrê wî hemû fîl civîyabûn. [1254 aydogan_bere] Wî bi cidîyeteke mezin berê xwe dabû fîlan, halan di wan de hildabû û gotibû: »... Dilê leşkerên fîlan bi kesî naşewite. [1255 aydogan_bere] Leşkerên fîlan ji bo paraztina dewleta fîlan a herî dawîyê, êşê nêzîkî dilên xwe jî nakin. [1256 aydogan_bere] Fîlno, birayên min, ev şerê we yê mezin î yekem e. [1257 aydogan_bere] Ger em di vî şerî de bi ser kevin, em ê bibin zalên dinyayê.« (rûp.22-23) [1258 aydogan_bere] ».... Ger em di vî şerê îroj de, li hembera gêrîkên ko dijminatîya me dikin û êrîşî welatê me dikin, tam bi ser nekevin, dîrok, dîroka fîlan dê me qet efû neke. [1259 aydogan_bere] Filno, birayên min, leşkerên min, ger em di vî şerê îroj de, li hember gêrîkan têk biçin, ev gêrîkên ko dixwazin xwîna me vexwin, dê yekî jî ji me nehêlin. [1260 aydogan_bere] Ew ê me hemuyan bixwin. [1261 aydogan_bere] Neslê fîlan dê ji ser rûyê dinyayê rabe. [1262 aydogan_bere] Ji ber vê yekê, fîlno, birayên min, leşkerên min, divê em di vî şerê îroj de bi ser kevin û li welatê gêrîkan, kevir li ser kevirî û tu benderuhan nehêlin. [1263 aydogan_bere] » (rûp.23) [1264 aydogan_bere] Û fîlan li gora emrê Siltên, bi xezebeke mezin ve berê xwe da welatê gêrîkan. [1265 aydogan_bere] Serê sibehê bû. [1266 aydogan_bere] Fîlan xezeba xwe bi ser gêrîkan de rijand. [1267 aydogan_bere] Di nav vê xezebê de toz û dûman tevî hevdu bûn. [1268 aydogan_bere] Mijeke reş xwe bera ser welatê gêrîkan da. [1269 aydogan_bere] Xwîn herikî, serî firîyan. [1270 aydogan_bere] Gêrîk tevî avahîyên xwe di bin lingên fîlan de pelçiqîn. [1271 aydogan_bere] Gava roj çû ava, nêvîyê gêrîkan bi fermana Siltanê Fîlan, xatir ji dinyaya gewrik xwastibû û hevwelatîyên xwe yên ko bi birîndarî û perîşanî xwe bi zorê avêtibû bextê çîyayên bilind, li dû xwe hiştibûn. [1272 aydogan_bere] Siltan gîhaştibû armanca xwe. [1273 aydogan_bere] Leşkerên wî li welêt kevir li ser kevirî nehiştibû. [1274 aydogan_bere] Piştî vê yekê, Siltên şer rawestand û ji bo anîna pêşevanên gêrîkan, emir da Silêmanê Dunikil. [1275 aydogan_bere] Siltên bi zimanê gêrîkan nizanîbû. [1276 aydogan_bere] Gêrîkan ji zimanê Siltên qet fahm nedikir. [1277 aydogan_bere] Ne bi saya tercumanîya Serkumikê Berz bûya, ne gêrîkan dê merama Siltên fahm bikiraya û ne jî Siltên dê tu mahne bidaya gotinên gêrîkan. [1278 aydogan_bere] Ji ber vê yekê, Siltên ji Serkumikê Berz re weha got: »Dengê wan çi ecêb [1279 aydogan_bere] e. [1280 aydogan_bere] Ji vizînekê ziravtir e, ne weha? [1281 aydogan_bere] Çi dibêjin? [1282 aydogan_bere] Gotinên wan mîna ko ew dibêjin, ji bo min wergerîne û yên min jî ji bo wan.« (rûp.27) [1283 aydogan_bere] Ji nav gêrîkan yekî rîhsor ê ko bi hesinkerîya xwe nav dabû, tehamulî heqaretên vî çîyayê zilmê, vî xwînxwarê biheybet nake. [1284 aydogan_bere] Piştî gefan li Siltên dixwe û soza heyfhilanînê dide, xwe ji ser baskê Serkumikê Berz diavêje erdê û berê xwe dide çîyayên dost. [1285 aydogan_bere] Piştî reva wî û gotinên wî yên ko serîtewandinê qebûl nakin, gêrîkên li ba Siltên man, nerm bûn û şertên wî qebûl kirin. [1286 aydogan_bere] Mahneya vê peymana ko bi darê zorê hatibû qebûlkirin, bi gotinên gêrîkê dilqecêb, ji hemû gêrîkan re dihat îlankirin. [1287 aydogan_bere] »... Em mirin, neteweyê gêrîkan êdî qedîya. [1288 aydogan_bere] Neteweyê me yê ko di tu demên dîrokê de nehatibû hêsîrkirin, bû hêsîrê fîlan.« (rûp.49) [1289 aydogan_bere] Hemû gêrîk hesinkerê rîhsor meraq dikin û ji Xwedê hêvî dikin ko ew sax mabe. [1290 aydogan_bere] Siltanê Fîlan êdî desthilatdarê welatê gêrîkan bû. [1291 aydogan_bere] Lê ev desthilatdarî dê çawa bihataya paraztin û berdewamkirin? [1292 aydogan_bere] Siltan li ser vê pirsê difikire û geh bi xwe û geh jî bi alîkarîya şêwirdarê xwe Serkumikê Berz ve sîyaseta ji bo berdewamîya îqtîdara xwe ya li welatê gêrîkan, ava dike. [1293 aydogan_bere] Di vê pêvajoyê de, ji bo wê sîyaseta ko dê li hember gêrîkan bê meşandin, xetên bingehîn jî dîyar dibin. [1294 aydogan_bere] »... Ger em karibin gêrîkbûna wan bi wan bidin jibîrkirin, wê gavê em ê hertiştî qezenc bikin.« (rûp.55) [1295 aydogan_bere] » Berê, divê wan gêrîk bikirana panzdeh, bîst, çil, hezar perçe, bi dû re jî divê her perçe bûbûya dijminê perçeyê din ê herî mezin. [1296 aydogan_bere] Gêrîkên perçebûyî, tu carî nedibûn hêz û ew ê heta dawîyê jî hêsîr bimana.« (rûp.57) [1297 aydogan_bere] Gêrîk li gora vê sîyasetê tên seferberkirin. [1298 aydogan_bere] Her gêrîk mîna ko xwe nuh keşif dike û ji bo nîşan bide ko ew îmana xwe bi teorîya Siltên a di derheqê eslê gêrîkan de hatiye avakirin tîne, dest bi înkarkirina xwe dike. [1299 aydogan_bere] Nemaze gêrîkên rîhzer ên ko ji alîyê Siltên ve mîna hevkarên fîlan hatinin tayinkirin, berîya herkesî dest bi fîlbûna xwe dikin û ji bo ko bi gêrîkên din jî bidin qebûlkirin, dibêjin: [1300 aydogan_bere] » Her gêrîkek fîlek e.« (rûp.61) [1301 aydogan_bere] » ... Di eslê xwe de, em fîl in ko Siltanê Fîlan ji ber gunehên me, em xistinin kirasê gêrîkan. [1302 aydogan_bere] Esil û fesilê me fîl in. [1303 aydogan_bere] .... Ger em bi awayekî sadiq bixebitin, Siltanê Fîlan dê me dîsa bike fîl.« (rûp.63) [1304 aydogan_bere] »... Esil û fesilê me fîl in. [1305 aydogan_bere] Em vê dawîyê bûne gêrîkên zerik ên piçûçik.« (rûp.65) [1306 aydogan_bere] Lê tev vê jî dilê Siltên bi tirs e. [1307 aydogan_bere] Hesinkerê rîhsor tevî hemû hewildanan, hîn jî nehatiye peydakirin. [1308 aydogan_bere] Peyivên wî ji bîra Siltên neçûnin. [1309 aydogan_bere] Navê wî bi qasî ko hêvîyê dide gêrîkan, ew qasî jî Siltên dixe tayê. [1310 aydogan_bere] Siltan ji bo ko gêrîkan bi her awayî hêsîr bike, da ew dîsa nikaribin gêrîkbûna xwe bînin bîra xwe, bi konsantreyeke mezin dixebite. [1311 aydogan_bere] Ew êdî berê xwe dide zimanê gêrîkan û dixwaze ji berdela vî zimanî, gêrîk bi fîlî, yanî bi zimanê fîlan bipeyivin. [1312 aydogan_bere] Ji ber vê yekê, ji şêwirdarê xwe re dibêje: »Gidî karê me yê yekem, divê ev be ko em gêrîkan fêrî fîlî bikin. [1313 aydogan_bere] Zimanê gêrîkan tune ye, ger hebe jî têr nake, te fêhm kir? [1314 aydogan_bere] Ger hebe jî sê-çar peyiv in. [1315 aydogan_bere] Bi sê-çar peyivan jî li vê dinyayê mirov nikare bijî. [1316 aydogan_bere] Li dinyayê, bi tenê zimanek heye, ew jî zimanê fîlan e. [1317 aydogan_bere] (rûp.67) [1318 aydogan_bere] » Pirsa herî sereke ziman e. [1319 aydogan_bere] Vêya ji bîr nekin. [1320 aydogan_bere] Ew ê berê zimanê xwe ji bîr bikin û gêrîkbûna xwe wenda bikin û ew ê ji dil bixwazin bibin fîl. [1321 aydogan_bere] Ew ê bê rawestan fîlan teqlîd bikin. [1322 aydogan_bere] Di dilê her gêrîkekî de daxwaza ko bibe siltanekî fîlan dê bi cîh bibe. [1323 aydogan_bere] Ji berdêla ko mirov serê gêrîkan jê bike, ya rasttir ew e ko mirov zimanên wan jê bike.« (rûp.73) [1324 aydogan_bere] Siltanê Fîlan di bin ronahîya vê fikirê de li her deverê dibistanên fîlan vedike. [1325 aydogan_bere] Ji bo fêrbûna fîlî seferberîyeke mezin dest pê dike. [1326 aydogan_bere] Ji van dibistanan, gêrikên birêvebir ên ko fîlî bi qasî zimanê xwe fêr bûnin derdikevin. [1327 aydogan_bere] » Ji alîyekî ve ji ber kar, ji alîyê din ve jî ji ber birêvebirên gêrîkfîl ên ko nuh ji dibistana fîlan bûbûn fîl û derketibûn û fîlî bi qasî zimanê bav û kalan fêr bûbûn, gêrîkan êdî ne tu tişt didîtin, ne difikirîn û ne jî dibihîstin.« (rûp.204) [1328 aydogan_bere] Di dawîyê de, hesinkerê binavûdeng ê rîhsor î kulek pêşevanîya gêrîkan dike û gava agirê azadîyê ji serê çîyayekî bilind tîna xwe dide deştê, hesinkerê pêşevan derdikeve hembera Siltanê Fîlan û jê re dibêje: » Ez hesinkerê kulek im. [1329 aydogan_bere] .... Me ji îro û pê ve serxwebûna xwe îlan kir.« (rûp.237) [1330 aydogan_bere] Ev pirtûk, pirtûka Yaşar Kemalî ye. [1331 aydogan_bere] Navê wê, »Siltanê Fîlan« e. [1332 aydogan_bere] Vê pirtûkê, ez nizanim, bê ji bo çi, bi qasî ko tê xwastin, bala mirovan nekişandiye ser xwe. [1333 aydogan_bere] Belkî jî ji ber ko li ser wê » Pirtûkên Zarokan« hatibû nivîsandin, nemaze bala mezinan nekişandiye. [1334 aydogan_bere] Min ji zû de dest bi wergera wê kiribû, lê min ew heta niha neqedandiye. [1335 aydogan_bere] Nemaze piştî minaqeşeya di ATVyê (Meydana Sîyasetê- 25.10.1996) de û hem lênerînên Yaşar Kemalî yên di warê pirsa kurd de û hem jî piştî wê rojê, minaqeşeyên li ser Yaşar Kemalî tên kirin, bûn sedem ko ez berê vê nivîsê binivîsînim û dû re jî li wergera vê pirtûkê ecele bikim. [1336 aydogan_bere] Ez hêvî dikim ko ez ê wê di demeke nêzîk de bigîhinim destê xwendevanên kurd. [1337 aydogan_bere] Li gora gelekan, lênerînên Yaşar Kemalî yên ko di du-sê salên vê dawîyê de di masmedyayê de derdikevin û yên wê rojê di ATVyê de hatin pêşkêşkirin, tiştin nuh bûn. [1338 aydogan_bere] Ev nivîs bi alîkarîya vê pirtûkê, dixwaze bide nîşandan ko ew ne tiştin nuh bûn. [1339 aydogan_bere] Yaşar Kemal ji zû de weha difikire û ev di pirtûkên wî de xuya dibe. [1340 aydogan_bere] Gava em bala xwe bidin minaqeşeya ko di ATV‘yê de hat kirin jî em ê pir bi rehetî karibin di navbera lênerînên ko wê rojê hatin dîyarkirin û bi kêmanî tiştên ko bi alîkarîya fîlan û gêrîkan tên zimên de paralelîyekê tesbît bikin. [1341 aydogan_bere] Ger mirov bala xwe bide wan notên ko min ji pirtûkê wergirtinin, mirov dê vê yekê pir baş bibîne. [1342 aydogan_bere] Yaşar Kemal di vê pirtûkê de ji alîyekî ve xwastiye motîvên çînî derxîne pêş û ji alîyê din ve jî ji pirseke taybetî wekî welat pirsa Kurdistanê, wekî netewe pirsa neteweyê kurd û wekî ziman jî pirsa zimanê kurdî hereket bike û mêtingehkarîyê di tevaya dinyayê de bîne zimên. [1343 aydogan_bere] Lê tevî hebûna van motîvan jî ez nikarim bibêjim ko Yaşar Kemal di vî warî de bi ser ketiye. [1344 aydogan_bere] Tevî hewildanên di vî warî de jî dîroka danûstendinên di nav dewleta Tirkîyeyê û bakurê Kurdistanê de ji ber çavan nehatiye xerabkirin. [1345 aydogan_bere] Dîroka zilm û zora li vî perçeyê welatê me ko hemû pêvajoyên pêşveçûna vî gelî xistiye bin tesîra xwe, ji dîroka gêrîkan ne cudatir e. [1346 aydogan_bere] Ji xwe, Yaşar Kemal jî di hevpeyvîna ko Erdal Oz pê re çêkir de (17.01.1977), di pirtûkê de, temaya şerê rizgarîxwazî û serxwebûnê înkar nake. [1347 aydogan_bere] Her di eynî hevpeyvînê de, Yaşar Kemal weha dibêje: »Di vê romanê de, fîl ji bo ko şexsîyeta gêrîkan û jêhatîbûna wan ji destê wan bistînin, berê dixwazin zimanê wan bi wan bidin jibîrkirin. [1348 aydogan_bere] Dibistana fîlan vedikin. [1349 aydogan_bere] Dibistana ko gêrîkan dike fîl. [1350 aydogan_bere] Em li Tirkîyeyê, tiştên ko dirûvê menzereya ko di vê romanê de didin, hertim dikarin bibînin. [1351 aydogan_bere] Ma li Tirkîyeyê, dibistanên ko gêrîkan dikin fîl hindik in?« [1352 aydogan_bere] Di vê pirtûka Yaşar Kemalî de, welatê fîlan cuda ye û welatê gêrîkan cuda ye. [1353 aydogan_bere] Neteweyek bi navê neteweyê fîlan heye û neteweyê din jî neteweyê gêrîkan e. [1354 aydogan_bere] Zimanê fîlan cuda ye û zimanê gêrîkan cuda ye. [1355 aydogan_bere] Yanî rastîyek tê zimên. [1356 aydogan_bere] Rastîyek tê telafuzkirin; welat-netewe-ziman. [1357 aydogan_bere] Ger tev motîvên rîhsor û rîhzeran jî şerê çînî yê di hindurê welatekî de bûya, ger şerê rast û çepîtîyê bûya, dê tercumanîya Silêmanê Dunikil ne pêwîst bûya. [1358 aydogan_bere] Temaya vê pirtûkê çi qasî berê xwe bide tevaya dinyayê û xwe mîna pirseke giştî nîşan bide jî pir dîyar e ko bingeh, kanîya îlhamê danûstendinên dewleta Tirkîye û bakurê Kurdistanê nin. [1359 aydogan_bere] Ma Yaşar Kemalê ko di bin tesîra zilma li ser zimanê kurdî de mezin bûye, di vê pirtûkê de li ser hewildanên jibîrkirina zimanên gêrîkan, li ser dibistanên ko ji bo gêrîkan bikin fîl hatinin vekirin raneweste, dê çawa karibe behsa dîroka metingehkirina welatekî bike? [1360 aydogan_bere] Ev şer tevî hemû hewildanên ko dixwazin zelalîya temayê şolî bikin jî ne şerê ko li hemû dinyayê li dijî zilmê tê meşandinê ye. [1361 aydogan_bere] Belkî hin assosîyasyon, hin mesajên ko ji vê taybetîyê ber bi bi tevahîyê fireh dibin û xusûsîyetên pêvajoyên metingehkirina welatên cuda yên hevbeş, tên ber çavan. [1362 aydogan_bere] Lê di pirtûkê de baş dîyar e ko li her deverê gêrîk tune nin. [1363 aydogan_bere] Mesela li dorhêla Nîlê, li Çukurovayê gêrîk tune nin. [1364 aydogan_bere] Ji ber ko li jorê jî hat dîyarkirin ko erdê welatê gêrîkan hem ji Nîlê û hem jî ji Çukurovayê biberekettir e. [1365 aydogan_bere] Ma gelo di jîyana hemû neteweyên bindest de, hesinkerekî efsanewî heye? [1366 aydogan_bere] Ma mirov dikare bibêje ko Yaşar Kemalî ev hesinkerê pêşevanê gêrîkan bi tesadufî hilbijartiye? [1367 aydogan_bere] Ma gelo ji bo çi hesinker û ne tu meslekekî din? [1368 aydogan_bere] Ji derveyî ko di her pirtûkeke wî de şopeke destanên kurdan bi rehetî tê dîtin, mirov çawa dikare bifikire ko hayê Yaşar Kemalê di nav destanan de mezin bûye û di warê destanan de bi qasî ko Evdalê Zeynikê bi Homeros re miqayese bike, bi bawerî dipeyive, ji destana Kawayê Hesinker tune ye? [1369 aydogan_bere] Hayê Yaşar Kemalî jê heye û wî bi zanebûn hesinkerek kiriye pêşevanê gêrîkan. [1370 aydogan_bere] Yaşar Kemalî di ATVyê de jî bê tirs realîteyek anî zimên; welat-neteweziman. [1371 aydogan_bere] Navê Kurdistanê bê tirs û bê sansur gelek caran telafuz kir û her di eynî programê de got ko ez li Kurdistanê hatimim dinyayê. [1372 aydogan_bere] Yaşar Kemal her di ATVyê de got: »Heta ko nêzî bîst milyon kurd ji hemû mafên xwe bêpar bin, li Tirkîyeyê demokrasî ne mumkun e. [1373 aydogan_bere] Em derewan dikin.« [1374 aydogan_bere] Paralelîyek di nav vê tesbîtê û tiştên ko di pirtûkê de ji alîyê Siltanê Fîlan tên kirin, heye. [1375 aydogan_bere] Ev derewên dewletê di pirtûkê de jî para Siltanê Fîlan in. [1376 aydogan_bere] Bê Siltanê Fîlan çi qasî rast nabêje, dewleta tirk jî ew qasî rast nabêje. [1377 aydogan_bere] Bê çawa yên ko êrîşî welatê fîlan dikin, dixwazin dewleta wan a herî dawîyê perçe bikin, zimanê wan ji ortê rakin, ne gêrîk bûn, di têkilîya dewleta tirk û kurdan de jî ne kurd in. [1378 aydogan_bere] Fîl çi qasî gunehkar bin, dewleta tirk jî ew qasî gunehkar e. [1379 aydogan_bere] Gêrîk çi qasî mezlûm bin, kurd jî ew qasî mezlûm in. [1380 aydogan_bere] Gêrîk çi qasî fîl bin, kurd jî ew qasî tirk in. [1381 aydogan_bere] Mirov dikare di gelek waran de mîna Yaşar Kemalî nefikirire, ev gelekî xwezayî ye. [1382 aydogan_bere] Divê li lênerînên wî yên ko di televîzyonê de li ser Mustafa Kemalî dîyar bûn, rexne bên girtin. [1383 aydogan_bere] Mirovî hêvî dikir ko Yaşar Kemalê li hembera zilmê serî radike, di vî warî de jî rastîya ko divê bê dîtin, bibîne. [1384 aydogan_bere] Yaşar Kemalê ko di vê pirtûkê de çavên xwe ji zilma Siltanê Fîlan re nagire, çawa dikare rastîya di warê Ataturkî de nebîne? [1385 aydogan_bere] Yaşar Kemalê ko dibêje » Dinya tê guhertin, lê Ankara nayê guhertin,« divê ji bo peydakirina mîmarê vê neguhertinê, hebekî din hewil bide. [1386 aydogan_bere] » Mustafa Kemalî neteweyek afirand. [1387 aydogan_bere] Gava Mustafa Kemal neteweyekî ava dike, dê ji bo pêşdebirina kultura li kêleka xwe jî alîkarîyê bike... Ger Mustafa Kemal sax bûya, ev meseleya kurdan dê nebûya bela serê Tirkîyeyê.« Pirsa mezin di nav Ataturkê ko di serê Yaşar Kemalî û yê ko kurdan di pêvajoya dîroka xwe de, hertim darê wî yê zorê li ser serê xwe dîtiye de derdikeve ortê. [1388 aydogan_bere] Ataturkê di serê Yaşar Kemalî de heye; Ataturkekî ko hebûna kurdan nas dike, ji bo ko kurd welatê xwe bi xwe îdare bikin alîkarîyê dike, ji bo pêşdebirina zimanê kurdî piştgirîyê dike... Divê bê gotin ko tu problema kurdan bi Ataturkekî weha re tune ye. [1389 aydogan_bere] Lê problem ev e ko ev Ataturk ne ew Ataturk e ko hemû serîhildanên kurdan di dema wî de bi qetlîamên mezin hatinin pelçiqandin. [1390 aydogan_bere] Ma gelo dêwê edebîyatê bi xwe nizane ko hivdeh-hîjdeh salên vê zilma ko li jêrê, bi gotinên wî jî tê tesbîtkirin, di dema Ataturkî de çêbûye. [1391 aydogan_bere] Ma gava Peymana Lozana ko şertê zilma îroj a ko li ser ziman û kulturê heye amade kir hat îmzekirin, serokê Tirkîyeyê, ne Ataturk bû? [1392 aydogan_bere] Pirseke din jî di warê kurdbûn an tirkbûna Yaşar Kemalî de tê holê. [1393 aydogan_bere] Ji bo min, tirkbûn, an kurdbûna Yaşar Kemalî ji tiştên ko Yaşar Kemal dibêje, ne giringtir in. [1394 aydogan_bere] Ez li dij im ko civat bibe du alî; yên ko dibêjin Yaşar Kemal kurd e û yên ko dibêjin tirk e. [1395 aydogan_bere] Ger kurdbûna Yaşar Kemalî pir eşkere be û ew dîsa bibêje, »Ez tirk im,« ez ê wê gavê heq bidim wan kesên ko di vî warî de rexneyan lê digirin. [1396 aydogan_bere] Lê ez ê dîsa bibêjim ko Yaşar Kemalê însan, min ji Yaşar Kemalê kurd, an ên tirk bêtir eleqedar dike. [1397 aydogan_bere] Tevî ko tiştên di vî warî de tên gotin, min jî nerehet dikin, lê ya giring ew e ko bê Yaşar Kemal di derheqê rastîya welatê me û zilma li welatê me de çi dibêje. [1398 aydogan_bere] Kurdbûn an tirkbûna wî, ne tiştekî li hêjayîya gotinên wî zêde dike û ne jî jê kêm dike. [1399 aydogan_bere] Ji ber ko li Tirkîyeyê, gelek kes henin ko hem dibêjin; “em kurd in” û hem jî alîkarên berdewama vê zilmê nin. [1400 aydogan_bere] Divê em tevî ko di rexneyên xwe de texsîrîyê nekin, li vê rastîyê jî miqate bin. [1401 aydogan_bere] Ez li hembera Yaşar Kemalê ko dibêje; » Ez bi du tiştan mezin bûm. [1402 aydogan_bere] Yanî min hem ta‘ma zimanê kurdî stend û hem jî ya zimanê tirkî. [1403 aydogan_bere] Lê ez niha bi kurdî nafikirim, bi tirkî difikirim. [1404 aydogan_bere] Ez nivîskarekî tirk im. [1405 aydogan_bere] Min bi kurdî nenivîsandiye. [1406 aydogan_bere] Ez ne nivîskarê zimanê kurdî mim. [1407 aydogan_bere] Îmkanên min ên nivîsandinê çênebûn.« bi toleransbûnê pêşnîyarî civatê dikim. [1408 aydogan_bere] Yaşar Kemalê ko vê rastîyê tîne zimên, ji alîyê din ve bi qasî Koroxlîyê ko serî li hembera zilma Begê Boluyê radike, bi mêrxasî li dijî asîmîlasyonê derdikeve. [1409 aydogan_bere] Lê binihêrin, bê Yaşar Kemalê însan çi dibêje; [1410 aydogan_bere] » Ji bo çi ev heftê sal in ko kurd asîmîle nebûn? [1411 aydogan_bere] Nifûsa kurdan ji sisêyan yekê Anatolîyê ye. [1412 aydogan_bere] Hûn nikarin civakeke weha pir, asîmîle bikin. [1413 aydogan_bere] Hêza tu kesî têra vê nake. [1414 aydogan_bere] Û têrê nekirê. [1415 aydogan_bere] Xwendin û nivîsandina wan ji destên wan stendin. [1416 aydogan_bere] Pirtûkên wan, rojnameyên wan ji destên wan stendin. [1417 aydogan_bere] Hemû tiştên wan ji destên wan stendin. [1418 aydogan_bere] Lê li alîyê din ve kultureke gelî ya miezem pêş ket. [1419 aydogan_bere] Kultureke ko ji Evdalê Zeynikê, Memê Alan û Ehmedê Xanî- niha li dinyayê, yek li Kirgizîstanê destana Manastirê û ya din jî destana Homerî heye -hîn jî li nav kurdan dijî. [1420 aydogan_bere] Kurdan zor da wê derê. [1421 aydogan_bere] Niha, li ba kurdan bi hezaran, bi sed hezaran çîrok û destan henin. [1422 aydogan_bere] Ji ber ko tu çareyeke wan a din tune bû. [1423 aydogan_bere] Ji ber ko kultura wan a nivîskî nedida wan, dibistanên wan nedidan wan. [1424 aydogan_bere] » [1425 aydogan_bere] Piştî vê dewlemendîya kultura kurdan, Yaşar Kemal bawerîya xwe bi berdewamîya jîyana vê kulturê tîne. [1426 aydogan_bere] » Ne Tirkîye, hûn deh qatê dinyayê, Emerîka, Rûsya û Çînê bikin yek jî ji bo jiortêrakirinê, hêza kesî têrê nake. [1427 aydogan_bere] Tu kes ne vê kulturê û ne jî vî zimanî dikare ji destên wan derxîne.« [1428 aydogan_bere] Ger birêvebirina Tirkîyeyê di destê Yaşar Kemalî de bûya, wî dê çi bikiraya? [1429 aydogan_bere] » Min ê bigotaya, werin birano. [1430 aydogan_bere] Me heftê salî gelek xerabî bi we kirin. [1431 aydogan_bere] Me xwast, em kultura we ji ortê rakin, we asîmîle bikin. [1432 aydogan_bere] Hûn ne dîn in. [1433 aydogan_bere] Hûn naxwazin vî welatî perçe bikin. [1434 aydogan_bere] Ji we re kultura we. [1435 aydogan_bere] Ma pereyên we tune nin? [1436 aydogan_bere] Ji we re. [1437 aydogan_bere] Hûn jî bacê didin, bila li Anatolîyê mozaîkeke kulturê derkeve.« (ATV-25.10.1996) [1438 aydogan_bere] Ev gotin didin dîyarkirin, bê divê kurd xwe li ser çi bêtir konsantre bikin û nehêle minaqeşeya di warê eslê mirovekî de sîya xwe bera ser wê perspektîvê bide ko divê em wê di ronahîyê de bihêlin. [1439 aydogan_bere] Baş e, derdê Yaşar Kemalê nivîskar çi ye? [1440 aydogan_bere] » Çi derdê min bi sîyasetê re heye? [1441 aydogan_bere] Welatê min û gelê min di talûkeyê de nin. [1442 aydogan_bere] Ji ber vê yekê, yê ko serê xwe nexe ortê, ne zilam e, ne mirov e, ne hevwelatî ye.« [1443 aydogan_bere] Yaşar Kemal bi vê helwêsta xwe, li Tirkîyeyê ji bo paraztina heysîyeta ronakbîrîyê, nimûneyek e. [1444 aydogan_bere] Ew sembola wê ye ko edebîyat û edebîyatvan nikarin li hembera bûyerên li welatê wan rû didin û zilma ko tê meşandin laqayt bimîne. [1445 aydogan_bere] Pirtûka li ser Siltanê Fîlan û gêrîkan, dîroka zilm û tirsê radixe ber çavan. [1446 aydogan_bere] Peyiva Yaşar Kemalî tevî tirsa heyî ew e ko dive mirov bê tirs êrîşî zilmê bike. [1447 aydogan_bere] Li gora Yaşar Kemalê ko li hembera zilma li ser zimanê kurdî îsyan dike, kurd çi dixwazin? [1448 aydogan_bere] » Kurd dibêje; ez zimanê xwe dixwazim. [1449 aydogan_bere] Zimanê xwe xwastin, mafê mirovî yê herî mezin e.« [1450 aydogan_bere] Hey Siltanê Fîlan, guhê xwe bide Yaşar Kemalî! [1451 aydogan_bere] Ez zimanê xwe dixwazim. [1452 aydogan_bere] Mejî zane zor zane? [1453 aydogan_bere] Fikir ji tirsê xurttir e [1454 aydogan_bere] Ez ji fikirên te hez nakim (an jî ez ji fikirên te nefretê dikim), lê ji bo ko tu bikaribî fikirên xwe bi awayekî azad bînî zimên, ez amade mim ko canê xwe feda bikim. [1455 aydogan_bere] François de Voltaire [1456 aydogan_bere] Em di pêvajoyeke weha re derbas dibin ko sergêjî, şok û hilweşandina hêjayîyan, hin ji wan xusûsîyetên berbiçav in. [1457 aydogan_bere] Ji dema ko me desthilatdarîya xwe ya li ser axa wenda kiriye û bi vir de, ezmanê welatê me hertim bi tebeqeyeke reş hatiye nixumandin. [1458 aydogan_bere] Mirovên me hertim bi zorê û bi tirsê mecbûrî îtaetê hatinin kirin. [1459 aydogan_bere] Tirs weha bûye perçeyekî jîyanê, zor weha bûye kultureke serdest ko em zarokên xwe jî bi tirsê û bi zorê radizînin. [1460 aydogan_bere] Di dema nêzîk de jî gava rivînên du agiran li ser serê welatê me gîhaştin hevdu, wê gavê dûmana ko ji deverên şewitî gulok bi gulok ber bi jorê ve hilkişîya, ezmanê me reştir kir. [1461 aydogan_bere] Wê gavê civatek bi temamî bû hêsîra xezebekê. [1462 aydogan_bere] Wê gavê hêvîyên neteweyekî qelstir bûn û neteweyek ji bo pêşeroja xwe reşbîntir bû. [1463 aydogan_bere] Wê gavê destên di qirika gelekî mezlûm de bêtir hatin şidandin. [1464 aydogan_bere] Mirovên ji bo ko destên li qirika xwe sistir bikin, piçekî di ber xwe de da jî bûn »dijminên herî mezin« û »xayînên herî xerab«. [1465 aydogan_bere] Û bi vî awayî bêhn li neteweyekî çikîya. [1466 aydogan_bere] Di van 20 salên dawîyê de pêvajoya fikrî jî marûzî destkarîyeke nedîtî bû. [1467 aydogan_bere] Di vê pêvajoyê de hinan şexsîyetên xwe wenda kirin; hin ji mirovahîya xwe bi dûr ketin; bi hinan re jî misqala hêjayîyan nema û di encamê de ji bo neteweyek ji doza xwe bê bidûrxistin û keda 35 salan bi erdê de biteqe, çi ji destê midaxelekeran hat texsîr nekir. [1468 aydogan_bere] Di vê pêvajoyê de yek ji wan tiştên ko minaqeşeya wan hîn jî tê kirin, rewşa ronakbîran e; naveroka peyiva ronakbîrîyê ye. [1469 aydogan_bere] Gelo çi taybetmendîyên ronakbîran henin ko civat fonksîyoneke cuda dike para wan û li hembera dîrokê wan dixe bin berpirsîyarîyeke cuda. [1470 aydogan_bere] Gelo ji bo ko keda neteweyekî bi erdê de neteqîyaba û hêvîyên wî yên azadî û demokrasîyê geştir bibûna, divê ronakbîran çi bikiraya? [1471 aydogan_bere] Ji bo ko serî li hembera tirsê nehatibûya danîn, divîya wan helwêsteke çawa werbigirtaya? [1472 aydogan_bere] Ronakbîrên bişexsîyet ew kes in ko xwedîyên fikirekê nin, nahêlin tu kesên din ji berdêla wan bifikire. [1473 aydogan_bere] Yanî nahêlin ko tu kes wan bê fonksîyon bihêle û bê şexsîyet bike. [1474 aydogan_bere] Ew bi xwe difikirin û di bin ronahîya fikirên xwe de helwêstê werdigirin. [1475 aydogan_bere] Ew ancax bi vî awayî dikarin li hembera dîrokê, mîna ûjdanê civatê fonksîyonekê bileyizin. [1476 aydogan_bere] Fikir bi xwe jî bi demê ve ne girêdayî ye. [1477 aydogan_bere] Ew ne hew ji bo roja ko mirov tê de ye, herweha ji bo pêşerojê ye jî. [1478 aydogan_bere] Ji bo ronakbîrekî/ê fikir divê, bawerî divê, dilê ko wê fikirê bi mêrxasîyekê -qesda min ne mêrxasîya ji nezanîyê, lê ya ji zanînê tê yebibêje divê. [1479 aydogan_bere] Û li gora wê fikirê û wê bawerîyê helwêstwergirtin û tevger divê. [1480 aydogan_bere] Gelek caran fikirên ronakbîrên ko bi vî awayî tev digerin û yên piranîyê li hevdu nakin. [1481 aydogan_bere] Ronakbîr mixabin nikare mîna gelek kesan bi tenê ji bo roja ko tê de ye, bifikire û bijî û ji ber vê yekê jî bibe dûvikê piranîyê. [1482 aydogan_bere] Ew bi tenê bimîne jî her fikira xwe dibêje û li gora vê fikirê helwêstê werdigire. [1483 aydogan_bere] Ew destûrê nade tu kesî ko vê azadîyê jê bistîne û bi tirsê devê wî /wê bigire. [1484 aydogan_bere] Fikir çeka ronakbîrekî/ê ye. [1485 aydogan_bere] Mirov çawa nikare xeyala şervanekî/ê bêçek bike, mirov nikare ya ronakbîrekî/ê bêfikir jî bike. [1486 aydogan_bere] şervan çeka xwe ji xwe bi dûr naxe û ronakbîr jî fikira xwe. [1487 aydogan_bere] şervanê/a ko çeka wî/wê jê hat stendin, nikare fonksîyona xwe ya şervanîyê bi cîh bîne. [1488 aydogan_bere] Ronakbîrê/a ko fikira wî/wê hêsîr bû jî nikare fonksîyona xwe ya ronakbîrîyê bê fikir bileyize. [1489 aydogan_bere] Ronakbîrên wêrek û birûmet ew kes in ko rastgo nin. [1490 aydogan_bere] Ji bo bigîhêjin rastîyê dixebitin û serên xwe diêşînin. [1491 aydogan_bere] Berpirsîyarîya wan a yekem ew e ko li kê derê dibe û şert çi dibe bila bibe, divê rastîyê bibêjin û derewan eşkere bikin. [1492 aydogan_bere] Bi mahneyeke din, dawa derewînan ji ser wan biavêjin. [1493 aydogan_bere] Gava Zolayî rastî got, tu tirsê nikarîbû ew ji rêya wî vegerandaya. [1494 aydogan_bere] Ew li hembera dîrokê, di bin ronahîya prensîp û hêjayîyên xwe de li daweyekê bi xwedî derket, rastîyek anî zimên û bi mêrxasîyeke ronakbîrî heta dawîyê jî ji helwêsta xwe daneket. [1495 aydogan_bere] Yanî di rastîyê de înat kir. [1496 aydogan_bere] Dîrokê ew bi heq derxist û helwêsta wî ji bo neteweyekî bû rûmeteke dîrokî. [1497 aydogan_bere] Di vê pêvajoya ko xwê xist birîna me de baş dîyar bû ko hin henin, gava hûn rexneya herî piçûk jî li wan bigirin, hûn ê bi derbekê re bibin »xaînê mezin, berdevkê sîstemê, parezgerê rejîma mêtingehkar« û çû ji we de! [1498 aydogan_bere] De îcar werin û vî navî ji ser xwe rakin! [1499 aydogan_bere] Di vê pêvajoya şok û hêjayîhilweşker de yek ji wan xusûsîyetên herî berbiçav ew e ko »mohra xaînî û hevalbendîya rejîmê«, wekî şûrê Demoklesî fonksîyonê dileyize. [1500 aydogan_bere] Gelek kes ji ber vê yekê, bûn weke spîya firkandî û got; »Gidî ji bo Xwedê, dengê xwe nekin, em piştî vê saetê naxwazin ko ev nav bê ser me« û ev helwêst ji xwe re kir weke qefesekê û xwe tê de hefs kir. [1501 aydogan_bere] Û di quncikekê de melisîn û man. [1502 aydogan_bere] Wan rastî li xwe qedexe kir û weha xuya ye ko heta bayê tirsê bi wê xurtîya xwe bê jî ew mafê xwe yê rastîgotinê bi kar naînin. [1503 aydogan_bere] Ew bersiva pirsa ko dibêje »Hêz bi heq e an rastî« bi awayê ko »Hêz bi heq e« didin. [1504 aydogan_bere] Û bi vî awayî neteweyekî ji helwêsteke Zolayî bê par dihêlin. [1505 aydogan_bere] Lê di vî warî de rastîyeke tahl heye ko ew jî ev e; yên ko dixwazin sibehê jî xwedîyên peyivê bin û gava li dû xwe binihêrin ji dîroka xwe fedî nekin, divê li rastîyê miqate bin û ji bo ko rastî li hembera zorê xwe ragire û nebe hêsîra tirsê, divê bi helwêsteke mêrxas a li ser bingehê heq û rastîyê bilind dibe, bibe dengê rastîya tahl. [1506 aydogan_bere] Di dîrokê de behsa profesorekî fransî tê kirin ko gava artêşa Fransayê bi tanq û topan li Cezayîrê xelkê dikuje, ew profesor li unîversîteyê derdikeve ser kursîyê û ji xwendekarên xwe re dibêje ko ez êdî fedî dikim, di bin birêvebirineke weha bixebitim ko bi tanq û topan diçe ser gelê Cezayîrê. [1507 aydogan_bere] Piştî vê gotinê, cubeyê xwe yê profesorîyê ji xwe dike, ji unîversîteyê derdikeve û dîsa lê venagere. [1508 aydogan_bere] Dîroknas ji bo vê helwêstê dibêjin ko vî ronakbîrî bi tena serê xwe nehişt gotin bê ser heysîyeta neteweyekî. [1509 aydogan_bere] Ev mirov îroj jî xwedîyê peyivê ye. [1510 aydogan_bere] Ev mirov îroj jî gava li dû xwe binihêre, dê ji dîroka xwe fedî neke. [1511 aydogan_bere] Helwêsta vî mirovî îroj jî ji bo neteweyekî mîna sembola rûmetê tê dîtin. [1512 aydogan_bere] Ronakbîrên dirist û biprensîp ew kes in ko azadîyê ne ji bo xwe bi tenê, herweha yên cuda difikirin jî tê de, ji bo herkesî dixwazin. [1513 aydogan_bere] Ew ji fikirên xwe bawer dikin û ji fikirên din jî natirsin. [1514 aydogan_bere] Lê di vê pêvajoyê de em dibin şahid ko gelek kes li ser navê »biheqbûnê« û bi sloganên »azadî« û »demokrasîyê,« azadîyê bi tenê ji bo xwe dixwazin. [1515 aydogan_bere] Di vî warî de durûtîyeke pir eşkere heye. [1516 aydogan_bere] Kultureke weha pêşkêşî civatê dibe ko di encamê de herkes azadîyê ji bo xwe dixwaze. [1517 aydogan_bere] Gava Voltaire got ”Ez ji fikirên te hez nakim (an jî ez ji fikirên te nefretê dikim), lê ji bo ko tu karibî fikirên xwe bi awayekî azad bînî zimên, ez amade mim ko canê xwe feda bikim” dîyar kir ko ew azadîyê ne ji bo xwe bi tenê, lê herweha ji bo yên li hembera xwe jî dixwaze. [1518 aydogan_bere] Û ew di wê bawerîyê de bû ko ger ên li dijî wî, ne azad bin, ew bi xwe jî nikare azad be. [1519 aydogan_bere] Ji ber vê yekê, ji bo azadîya xwe mabe jî divê mirov li azadîya yên li dijî xwe miqate be. [1520 aydogan_bere] Divê bê zanîn ko ronakbîrî û tirsa ji fikirên cuda, du xusûsîyetên bi temamî dûrî hevdu nin. [1521 aydogan_bere] Eleqeya ronakbîran û yên ji fikirê ditirsin jî bi hevdu tune ye. [1522 aydogan_bere] Dustandardîya di warê azadîya fikrî de, di vê pêvajoyê de bi awayekî hîn berbiçavtir derdikeve ortê. [1523 aydogan_bere] Gelek kesên ko di warê azadîya fikrî de dikin birebir, gava li deverekê cîhê lingên xwe dibînin, wê gavê li hembera kesên ko difikirin, dibin gurên manco. [1524 aydogan_bere] Ji ber ko ew azadîya fikrî bi tenê ji bo xwe dixwazin. [1525 aydogan_bere] Sînorê azadîya mirovên din jî ew e ko divê ew mîna wan bifikirin û tiştên ko wan gotin dubare bikin. [1526 aydogan_bere] Heta ko mirov di wê çarçoveyê de bimînin û nola şelafên wan fonksîyonê bileyizin, azad in! [1527 aydogan_bere] Lê ger eynî mirov bi bêhemdî be jî ji wan re bibêjin ko pozkên qundereyên we xwar in, ew ê har bibin, kirasên xwe biçirînin, dev li canên xwe bikin û tiştên nemayî bînin serên wan. [1528 aydogan_bere] Kî çi qasî nexwaze bibîne jî ev her weha ye. [1529 aydogan_bere] Ew bi fikirên xwe ne bawer in. [1530 aydogan_bere] Li gora wan, devê ko bi awayekî din tê vekirin, divê bête şikenandin. [1531 aydogan_bere] Gotinên ko ne li gora hesabên wan tên gotin, divê bêne qedexekirin. [1532 aydogan_bere] Mejîyê ko ne li gora dilê wan dixebite, divê ew wî bisekinîn. [1533 aydogan_bere] Li gora wan, ger te bi ya wan nekir, tu li gora wan nefikirî û te li gora emrên wan hereket nekir, ji xwe tu dijmin î. [1534 aydogan_bere] Û divê tu mîna her dijminî, di çavpêketina yekem de ji ortê bêyî rakirin! [1535 aydogan_bere] Ev xusûsîyeteke dema me ye ko pir giring e. [1536 aydogan_bere] Îroj, ev xusûsîyeta ko wekî mirov şexsîyeta me û wekî ronakbîr jî azadîya me ya fikrî tehdîd dike, belkî bi awayekî hîn eşkeretir tê gotin û minaqeşekirin. [1537 aydogan_bere] Lê divê bê gotin ko mixabin, gava hertişt eşkere dibe û êdî ji bo tesbîtkirina bûyerê mejîyekî pir xurt, şîyana dûrbînîyê, fikreke pir kûr û dilekî mêrxas ê ko karibe vê fikrê bi dengekî hêl bibêje, zêde ne pêwîst bin, herkes dikare behsa wan rastîyan bike ko ji xwe tên gotin. [1538 aydogan_bere] Ger ronakbîr jî dê mîna herkesî gava hertişt eşkere bibe û êdî hêza qedexeyê û zilma tarîyê nema dikare xelkê bitirsîne, -an jî xelk bi piranî êdî nema jê bitirse- derbikeve meydanê, wê gavê çi ferqa wî/wê û girseyan dimîne? [1539 aydogan_bere] Gelo heqê wî/wê û daxwaza statuyeka cuda heye? [1540 aydogan_bere] Gava min hewil dida ko ez vê nivîsê binivîsînim, gotinên nivîskarekî tirk ên li ser ronakbîrên tirkan hatin bîra min. [1541 aydogan_bere] Wî ew dişibandin nêrevanên keştîyan. [1542 aydogan_bere] Xwedêgiravî gava keştîyeke din di xeta asoyî de xuya bibe, divê berîya herkesî nêrevan wê bibîne û yên li jêrê nin, agahdar bike. [1543 aydogan_bere] şensa yên li jêrê tune ye ko berîya nêrevan pê bihisin. [1544 aydogan_bere] Lê gava nêrevan razê, tu ferq di orta wî û yên din de namîne. [1545 aydogan_bere] Ji ber vê yekê, nivîskarê ko gotinên wî yên di vî warî de hatin bîra min, ronakbîrên tirk dişîbîne nêrevanê ko li qulûbeya nêrevanîyê razaye. [1546 aydogan_bere] Keştî xwe nêzîkî qiraxa deryayê dike, lê nêrevan pê nahise û ji ber vê yekê jî ên li jêrê, li tu tiştî hay nabin. [1547 aydogan_bere] Keştî tê û li qiraxa deryayê li erdê rûdine. [1548 aydogan_bere] Darên li kêleka deryayê bi ser deryayê de xwar bûnin. [1549 aydogan_bere] Gava keştî baş nêzîkî qiraxê dibe, serê nêrevên li darekê dikeve û wê gavê şîyar dibe û bi dengekî bilind dibêje: »Reşahî!« Ji xwe, gava ew bang dike herkes pê hisîyaye ko keştî li erdê rûniştiye. [1550 aydogan_bere] Ji ber vê yekê, nivîskarê tirk dixwaze bibêje ko ronakbîrên me jî dişibin wî nêrevanê razayî, ew jî bi herkesî re di eynê wextê de bi bûyeran dihise. [1551 aydogan_bere] Tu ferqeke wî ya mezin tune ye. [1552 aydogan_bere] Pêşîya xwe nabîne. [1553 aydogan_bere] Divê eşkere bê gotin ko ronakbîrên me di vê pêvajoya dijwar de îmtîhaneke baş neda. [1554 aydogan_bere] Piranîya wan ne bi tenê di sinifê de man, lê bi şertê ko careke din li xwendegehê venegerin, hatin bidûrxistin. [1555 aydogan_bere] Di vê pêvajoyê de, bûyera herî balkêş ew bû ko tirsê ronakbîrî hêsîr girt û ew avêt paş heft derîyan. [1556 aydogan_bere] Li paşt heft derîyan, di qonaxa xweînkarkirinê re derbas bû. [1557 aydogan_bere] Fikirên ronakbîrên ko bûn mijarên prosesa xweînkarkirinê, bi tirsê hatin meyandin û şexsîyetên wan jî ji nû ve hatin afirandin! [1558 aydogan_bere] Piştî wê gavê, ji bo hejmara mirovên li paş van heft derîyan zêde bibe, har bûn û bi dora xwe ketin. [1559 aydogan_bere] Gava wan kes peyda nekir, bi qertan çûn canên xwe. [1560 aydogan_bere] Gava livandineke cuda dît, halan di xwe de hilda, şûrên xwe kişandin û êrîşî vî alîyî û wî alîyî kir. [1561 aydogan_bere] Dengên ko li hembera êrîşên tirsê nehatin birîn û dilên ko ji bo fikira azad lê dixist jî her bûn hedefa şûrên van êrîşan. [1562 aydogan_bere] Ev pêvajoya xwevehêsîrkirinê bû. [1563 aydogan_bere] Mirîdî, şelafî û li dijî neheqîyan bêdeng mayîn an jî ji nav neheqîyan li gora menfaeta xwe neheqîyek hilbijartin jî ne ronakbîrî ye. [1564 aydogan_bere] Mirov bi van xusûsîyetan nikare bibe ûjdanê civatê. [1565 aydogan_bere] Mirov bi van xusûsîyetan ne dikare bibe xwedîyê fikirekê û ne jî helwêstekê. [1566 aydogan_bere] Mirov bi vî awayî, nikare bibe çavên civatê, dilê civatê û nimûneya şeref û heysîyeta civatê. [1567 aydogan_bere] Mirovên ko mejîyên xwe azad nekiribin, nikarin ji bo pêşveçûna têkoşîna azadîyê fonksîyoneke erênî bileyizin. [1568 aydogan_bere] Îdîayên wan çi dibin bila bibin, ew ê bi hêsîrîya xwe ya mejî, di rêya pêşveçûna welêt û geşbûna fikirên azadî û demokrasîyê de hertim mîna astenegeke mezin derkevin pêşîya me. [1569 aydogan_bere] Mirovên ko ji dengê cuda ditirsin; mirovên ko ji bo dengê cuda bê birîn, fermana herkesî radikin, qetla kesên ko cuda difikirin helal dikin, nikarin li ser navê ronakbîrîyê dersê bidin me. [1570 aydogan_bere] Heta ko ew vê rewşa xwe bidomînin, divê bê zanîn ko çi bi zanebûn, çi jî bi nezanî, ew ê li hembera hewildanên birûmet hertim şûrkêşên tarîyê û tirsê bin. [1571 aydogan_bere] Hewildanên ji bo azadkirina fikirê û helwêstên li ser bingêhê mêrxasîya ji zanebûnê tê derdikevin ortê, dê hertim bibin hedefên şûrkêşên neheqîyê û fort û gefên tarîyê. [1572 aydogan_bere] Di dawîya sala 1998an de 33 kesan daxûyanîyek da û qiyamet rabû! [1573 aydogan_bere] 33 kes... Ji perçeyên Kurdistanê yên cuda û bi bîr û bawerîyên cur bi cur... 33 mirovên ko li hin hêjayîyan bi xwedî derketin... 33 ronakbîrên ko li dijî neheqîyê devên xwe vekirin û ji wê saetê û pê ve qetla wan bi derbekê re hat helalkirin! [1574 aydogan_bere] 33 kesên ko ji bo dîrokê noteke mitewazî nivîsîn... [1575 aydogan_bere] Piştî wê, li ser fonksîyon û berpirsîyarîyên ronakbîran nivîsên cuda hatin nivîsandin. [1576 aydogan_bere] Bi van minaqeşeyan re herweha li ser peyiva ronakbîrîyê jî fikirên cuda hatin pêşkêşkirin. [1577 aydogan_bere] Di gelek nivîsan de jî mixabin ji berdêla fikirê, çêr û fort hebûn. [1578 aydogan_bere] Hewildanên ji bo birîna dengên cuda hebûn. [1579 aydogan_bere] Û ya herî xerab ew bû ko ev hemû bi navê ronakbîrîyê dihatin kirin. [1580 aydogan_bere] Yên kef bi ser devên wan diket û ji bo 33 kesên ko ew daxuyanî îmze kiribû bihatana lînçkirin, hewil dida, li ser navê ronakbîrîyê »ji qirêl bêtir qiralparêz” bûn. [1581 aydogan_bere] Wan di nivîsên xwe de tirs di 33 kesan de firand, fort li wan kirin û ji bo ko ew 33 kes ji berdêla xwe fikirîbûn û fikirên xwe eşkere kiribûn, yanî ji ber ko wan sûcekî weha xerab kiribû ko nedihat efûkirin, ew bi xayînîyê hatibûn tawanbarkirin. [1582 aydogan_bere] Di nivîsên wan de heger fikir hebûya jî mixabin nefret, hesûdî, çavsorî, dijminahî û êrîşkarî bûbûn heyvanê wan fikiran. [1583 aydogan_bere] Tiştê herî balkêş ew bû ko di vî warî de, nivîsên herî tehrîqkar û êrîşkar bêtir berhemên qelemên wan kesan bûn ko lingên wan şemitîbûn û ji ber vê yekê, dixwast dinyayê gişî bikin şematok. [1584 aydogan_bere] Van mirovan mîna yên ko bi dû re bûbûn misilman û di demeke kin de solên misilmanên berê jî di taqê re avêtibûn, li ser navê paraztina »dîn,« xwe li vî alîyî û wî alîyî radikişand û kuştina yên ko eşheda xwe neanîbû, helal dikir. [1585 aydogan_bere] Mirovan li hembera nivîsên wan, xwezîya xwe bi misilmanên berê dianî. [1586 aydogan_bere] Ya rastî, piştî ko mirov çav li rewşa wan diket; kefendiz dibû rehmetî! [1587 aydogan_bere] Di dema wan minaqeşeyan de tiştekî din jî derket ortê ko pir balkêş bû. [1588 aydogan_bere] Ew jî ev bû; 33 kurd bi zimanê xwe yê şêrîn, bi kurdî li dijî neheqîyekê derketin. [1589 aydogan_bere] Yên ko gef li wan xwarin jî li ser navê »kurdîtîyê« bi tirkî êrîşî wan kir; bi tirkî got ko ev ne kurd in; bi tirkî got ko ev xayin in û hevalbendên tirkan in. [1590 aydogan_bere] Rewşa dewletên dagirker dîyar e. [1591 aydogan_bere] Kurdan hertim hewil daye ko vê rewşê biguherîne. [1592 aydogan_bere] Li hembera kirinên wan derketinin, rexne li wan girtinin û xusûsîyetên wan ên li dijî demokrasîyê û mafên mirovan derxistinin meydanê û ew rûreş kirinin. [1593 aydogan_bere] Kurd divê vê yekê her xurttir bidomînin û durûtîya dagirkeran eşkere bikin. [1594 aydogan_bere] Di vî warî de tu kompleksa wan 33 kesan jî tune ye. [1595 aydogan_bere] Lê ew bi vê yekê tenê qîma xwe naînin. [1596 aydogan_bere] Ji ber ko ya herî giring ew e ko divê em di nav civaka xwe de jî mekanîzmaya rexnegirtinê bixebitînin. [1597 aydogan_bere] Yanî divê kurd di vê pêvajoyê de ji alîyekî ve ji bo bidestxistina azadîya fikrî, bi dagirkeran re mijûl bibin û ji alîyê din ve jî di hindurê civaka xwe de bi awa û helwêstên ko rê li azadîya fikrî digirin re şerekî dijwar bikin. [1598 aydogan_bere] Heta ev nebe, toleransa li hembera fikirên cuda, dê weke kulturekê bi cîh nebe û fikirên cuda dê weke dewlemendîyekê fonksîyonê neleyize. [1599 aydogan_bere] Heta ko helwêsta di vî warî de neyê guhertin û li hembera cudabûnê, kultura tehamulê pêş nekeve, fikirên cuda dê her mîna handîkapeke civakê bên dîtin. [1600 aydogan_bere] Bi reaksîyonên li hembera daxûyanîya 33 kesan dîyar bû, bê dereceya toleransa hinan, li hembera kurdan çawa ye. [1601 aydogan_bere] Gelo wan ev bi nezanî dikir? [1602 aydogan_bere] Na! [1603 aydogan_bere] Ji ber ko toleransa ew li hembera dewleta Tirkiyeyê nîşan didin û hirmeta ko ew ji berpirsîyarên wê re dikin, didin dîyarkirin, bê gava ew bixwazin, ew dikarin çawa bi pîvan bipeyivin û binivîsînin. [1604 aydogan_bere] Gava behsa berpirsîyarên dewletê tê kirin, ew dibêjin; »birêz filankes«, lê gava ew behsa ronakbîrên kurdan dikin, çi peyivên xerab û nelirê hebin, bi kar tînin. [1605 aydogan_bere] Ma ne heqê ronakbîrên me ye jî ko daxwaza tolerans û hirmetê bikin? [1606 aydogan_bere] Ma sedem çi ye ko ew ji alîyekî ve li hembera xelkê dibin weke şimayê, lê ji alîyê din ve jî dibin agir û bi bedena ronakbîrên kurdan dikevin? [1607 aydogan_bere] Gelo 33 kesan çi gotibûn ko wan ew ji nişka ve kirin »fîşekên dijmin«; »dadgirên dadgehên ewleyîyê«; »bêbext û nemerd« û ew »bi Ankarayê ve girê dan«? [1608 aydogan_bere] Min bi xwe, di daxuyanîya 33 kesan de li ser wê projeya ko kurd anîn li tahtê asê kirin, tu fikirên pir cuda û rexneyên dijwar jî nedîtin. [1609 aydogan_bere] Di eslê xwe de, li gora min gelek tişt hebûn ko divîya ronakbîran li ser wan li hevdu bikiraya û ji bo raya giştî bi awayên cuda dîyar bikirana. [1610 aydogan_bere] Lê tevî wê jî wan bi tenê dîyar kir ko ew heqaretê qebûl nakin û heqaretên ko tên kirin, zerarê didin »zemîna yekîtîya miletê kurd«. [1611 aydogan_bere] Ji bo mirovên ko xwe li »mezinahîyê« radikişand jî cirxweşî û nefispiçûkî hatibûn pêşnîyarkirin. [1612 aydogan_bere] 33 kesan naveroka reaksîyona xwe ya hevbeş bi vî awayî bi sînor kir û xwast keda xwe careke din jî bi gaveke mitewazî tevî wan hewildanan bike ko dixwazin sînorên toleransa civakê firehtir bikin. [1613 aydogan_bere] Lê wan her çi qasî xwe bi sînor kir û çarçoveya reaksîyonê teng kir jî ew dîsa ji »aforozbûnê« xelas nebûn. [1614 aydogan_bere] Ji ber ko ne pîvana reaksîyonê, lê herweha reaksîyon bi xwe jî qedexe bû. [1615 aydogan_bere] Belkî ya ko wan ji bîr kir, lê bi reaksîyonên li dijî vê daxuyanîyê xuya bû, ev alîyê meseleyê bi xwe bû. [1616 aydogan_bere] Vê pêvajoyê weha kir ko kurd ji mecbûrî devên xwe têxin birîna xwe, dustandardîya di warê li dijî zilm û neheqîyê derketinê de hebû jî bêtir eşkere kir. [1617 aydogan_bere] Gava hin kes dikevin nav lepên me, em dikarin bêrîkan di laşên wan de vekin, çavên wan derxînin, poz (bêvil) û guhên wan jê bikin û têxin bêrîkên wan. [1618 aydogan_bere] Em wê gavê li zilm û neheqîyê nafikirin. [1619 aydogan_bere] Ji xwe, em wê mîna zilm û neheqîyekê jî nabînin û yên wê mîna zilm û neheqîyê bibînin, mala xwe bi destê xwe dişewitînin! [1620 aydogan_bere] Lê gava em dikevin destên xelkê, wê gavê em pê dihisin, bê zilm û neheqî çi qasî xerab in. [1621 aydogan_bere] Û wê gavê em dest pê dikin û dikin barebar. [1622 aydogan_bere] Ev jî dîyar dike ko em bi tenê li dijî wê zilm û neheqîyê derdikevin ko li me tên kirin. [1623 aydogan_bere] Zilma ko em bi xwe dikin, ji xwe heqê me ye, an jî yên li hembera me zilm û neheqî heq kirinin ko em lê dikin. [1624 aydogan_bere] Em lê nafikirin ko neheqî her neheqî ye; zilm her zilm e; kî li kê bike jî xusûsîyetên wan nayên guhertin. [1625 aydogan_bere] Tew Xwedê neke ko em têkevin nav lepên hevdu! [1626 aydogan_bere] Ma qey em ê mîna xelkê li hevdu bikin!.. [1627 aydogan_bere] Gava ez vê nivîsê dinivîsînim, ez meraq dikim, bê çend kes ji wan mirovên ko reaksîyoneke weha mitewazî bi »aforozbûnê« ceze dikir, niha bûnin qurbanên kultura aforozkirinê. [1628 aydogan_bere] Gelo ew niha dikarin bêyî ko şerm bikin, li wan nivîsên xwe binihêrin? [1629 aydogan_bere] Mirovên ko ji bo azadîya xweîfadekirinê û toleransa li hembera fikirên cuda dixebitin, divê azadîya van »qurbanan« jî biparêzin ko berê xwedîyên îmtîyaza dezgeha »aforozkirinê« bûn, lê niha hedefên êrîşên wê nin. [1630 aydogan_bere] Divê em li dijî wê neheqîyê jî derkevin ko niha li wan tê kirin. [1631 aydogan_bere] Em nikarin bibêjin ko wan do weha got û ji ber vê yekê, wan neheqî û zilm heq kirinin û divê azadîya xweîfadekirinê ji bo wan tune be. [1632 aydogan_bere] Herkes dîroka xwe bi xwe dinivîsîne. [1633 aydogan_bere] Lê tevî hertiştî jî divê ev ji me dîyar be ko mirovên li azadîya xwe miqate nin, divê li azadîya yên li dijî xwe jî miqate bin. [1634 aydogan_bere] Mirovên ko naxwazin zilm û neheqî lê bên kirin, divê li dijî zilm û neheqîya ko li mirovên din dibin jî derkevin. [1635 aydogan_bere] Ji ber ko gava hinin din devên hinan bigirin, mirov çawa dikare bi dilrehetî bê deng bimîne? [1636 aydogan_bere] Gava hinin din ji ber fikirên xwe yên cuda tehdîd bibin û ji ber ko ew neheqîyan qebûl nakin, çavsorî li wan bê kirin, mirov çawa dikare bibêje; » Çi ji min re« an jî bi xwe bibe perçeyekî tehdîd û çavsorîyê? [1637 aydogan_bere] Gava hin kes civatê mecbûrî îtaetkirinê bikin û bixwazin yên îtaetê qebûl nekin bi zorê bînin rê û li gora kultura zorê û îtaetê, bi vî awayî şikil bidin civatê, mirov çawa dikare bê helwêst bimîne û zemîna kultura bêhelwêstbûn û bêdengmayînê xurttir bike? [1638 aydogan_bere] Me gelekan do weha nekir. [1639 aydogan_bere] Em gelek kes îroj jî nafikirin ko bê helwêst bimînin. [1640 aydogan_bere] Em gelek kes îroj jî dixwazin di civaka xwe de hêjayîyên mirovî û demokratîk xurttir bikin, kultureke modern a ko li ser vî bingehî xwedî dibe, geştir bikin; fikirên cuda ji bo pêşdebirina civaka xwe mîna dewlemendîyeke mezin bi kar bînin û ji bo firehkirina sînorên toleransê bêtir bixebitin. [1641 aydogan_bere] Di vê pêvajoyê de ko em ji mafên xwe yên bingehîn û azadîya xwe bêpar in, ji herkesî bêtir pêwîstîya me bi toleransê heye. [1642 aydogan_bere] Hêvîya min ew e ko gava we daxûyanîya 33 ronakbîran xwend, hûn ê bi gotinên wan qelemşoran re bidin ber hev ko qet fedî nekir, ruyên wan ji dîrokê neşewitîn ko fermana van ronakbîran di destên wan de, li ser navê »azadîyê« ew nîşanî celadên xwe didan û ji wan re digot »Bikujin! [1643 aydogan_bere] Qetla wan helal e!« [1644 aydogan_bere] Ev nivîs di 5ê Gulana 2000î de, ji bo pirtûkekê hatiye nivîsandin ko navê wê »Fermana 33 rewşenbîran« e. [1645 aydogan_bere] Stêrkek rijîya û stranek nîvco ma. [1646 aydogan_bere] Nalîna dilê me ji deverên pêtî di ezmanan re derdiket agir bi kezeban dix- [1647 aydogan_bere] ist, derketîno! [1648 aydogan_bere] Di bêdengîyeke malikxerab de... [1649 aydogan_bere] Adarê bi sermestîya agirê orta du çeman ve, xatirê xwe hê nuh ji me xwestibû. [1650 aydogan_bere] Nîsan keçeke Biharê... Nîsan keçeke di çax û benga xwe de... Bi kulîlkên xwe ve dest bi xemilandina xwezayê kiribû. [1651 aydogan_bere] Wê rojê, roj bejinekê bilind bûbû û bi hemû comerdî û dilovanîya xwe ve berê xwe dabû şênîyên Bagarmossenê. [1652 aydogan_bere] Çivîkan baskên xwe bi kêf li hevdu dixistin. [1653 aydogan_bere] Rengê şahîya ko xwe li ezmanê şîn dabû der, bi mirovan re dibişirî û weke gulekê li ruyên wan vedibû. [1654 aydogan_bere] Dêyek ji nişka ve venihurî. [1655 aydogan_bere] Dêyeke mêrxas, dêyeke rastgo, dêyeke dilovan... Dêyeke dêya me hemû “derketîyan”... Rabû ser xwe û berê xwe da lawê xwe, yek ji wan lawên ko wê ciwanîya xwe li ser kiribû. [1656 aydogan_bere] Bi hemû dilovanîya xwe û bi şêrîntîya dêtîyê ve bangî wî kir. [1657 aydogan_bere] Bi wê bangê re rengê ezmên ji nişka ve hat guhertin. [1658 aydogan_bere] Bi wê bangê re ewrekî reş xwe xwe bi derbekê re bera ser taxeke Stockholmê da. [1659 aydogan_bere] Û wî dilê ko berîya nozdeh rojan li orta du çeman, bi hesreta hemû waran û bi hêvî û axîna wan rojan lêxistibû, gotibû; “Ê min heta vê derê.” Dilê ko wê gavê bi agirê Newrozê ve kelîyabû, xwîna ko wê demê bi kêfa destpêka rojên xweş û rohnî ve di damaran de bi lez gerîyabû, hemû mirovên xortanîya wan nîvcomayî û ciwanên ji wan zêdebûyî teslîmî bêûjdanîya pêlên xemgînîyeke dijwar kirin. [1660 aydogan_bere] Tavê xwe da alî, ezmên xwe bi êşeke giran bi ser hevdu de guvaşt. [1661 aydogan_bere] Taqet di baskên çivîkan de nema, şîyana perwazdayînê bi carekê wenda kir, berê perpitîn û dû re bi ser hevdu de mirar bûn. [1662 aydogan_bere] Bayekî şînê ji Bagarmossenê, ji wê mala derketîyan, ji wê mala me hemûyan, li hemû deverên Stockholmê, li hemû bajarên Swêdê, li hemû welatên vî beşê dinyayê û li warê me yê qedexekirî, li bingehê bengînîya me, li wê devera ko zaroktîya me lê wendayî û xortanîya me lê nîvcomayî belav bû. [1663 aydogan_bere] Qirçinîyek pê re ji dilên hemûyan hat, rondikên çavan mîna baranê hatin xwarê. [1664 aydogan_bere] Lehîya hêsiran ji hawîrdorê, berê xwe da taxa ko şînê konê xwe lê vegirtibû, taxa ko mirina malikşewitî dadabû dilê me û sitûneke me derketîyan hilweşandibû. [1665 aydogan_bere] Di 9ê Nîsanê de, me semboleke xwe ya rûmet û nefipiçûkîyê, me nîşaneke xwe ya diristî û rastgoyîyê wenda kir. [1666 aydogan_bere] Dengê strana me ji deverên hilweşîyayî bilind dibû, derketîno! [1667 aydogan_bere] Di xezeba agirê bi ser me de barîyabû de... Nalîna dilê me ji deverên pêtî di ezmanan re derdiket agir bi kezeban dixist, derketîno! [1668 aydogan_bere] Di bêdengîyeke malikxerab de... [1669 aydogan_bere] Di 9ê Nîsanê de, dilek rawestîya, derketîno! [1670 aydogan_bere] Stêrkek rijîya û li deverekê stranek nîvco ma.. [1671 aydogan_bere] Ev nivîs bi minasebeta wefata Aslan Kayayê bi navê Sidîqî jî tê nasîn hatiye nivîsîn. [1672 aydogan_bere] Warek wêran bû mirovahî jahrdadayî bû. [1673 aydogan_bere] Min bajarek dît, seranser goristan... Min bi hezaran gor dîtin, bi salan şop pêneketî… [1674 aydogan_bere] Dengbêjekî kal î rîhsipî xwe li kêleka min bera xwarê da. [1675 aydogan_bere] Min bi meraq li çavên wî yên melûl nihêrî. [1676 aydogan_bere] De ka ji kerema xwe re, destê xwe bide ber guhê xwe û qet nebe, bi meqamekî dilşewat bibêje. [1677 aydogan_bere] Serê xwe kil kir, bi dilovanî li min nihêrî û bi stuxwarî got ko tu meqamên dilşewat nikare vê êşê bîne zimên. [1678 aydogan_bere] Le çîroka wê? [1679 aydogan_bere] Çîroka wê, berê ne li tu deveran hatiye gotin û ne jî bihîstin. [1680 aydogan_bere] Ji xwe, ev serpêhatî di sînorên tu çîrokan de hilnayê jî. [1681 aydogan_bere] Bilûrvanekî jixwebawer, xwe li ber bilûra xwe xweş kir û çend caran ceriband. [1682 aydogan_bere] Qirçînî ji dilê min hat. [1683 aydogan_bere] Bayekî xemgîn xwe li min girt. [1684 aydogan_bere] Lê bilûrvên devê xwe ji bilûrê derxist, di ber xwe de kir niçe niç û bi awayekî bêhêvî berê xwe da min. [1685 aydogan_bere] Wî jî dît ko ne tu gotin têrê dikir û ne jî tu serawa. [1686 aydogan_bere] Û bê dilî xwe, da ser rêya dengbêjekî kal î dilbikovan; dilbirînekî dewsa waran. [1687 aydogan_bere] Keserek kişand, çixareyek dirêjî min kir û yek jî ji xwe re pê xist. [1688 aydogan_bere] Rûyê wî di nav dûmanê de wenda bû. [1689 aydogan_bere] Lê pêlên dengên wî yên lerzokî xwe li dûmanê qeliband, bi xemgînî di nav re derbas bûn û xwe gîhand min. [1690 aydogan_bere] Ji min re hêdî hêdî got « Divê erd û ezman bigîhêjin hevdu, ax û av li hevdu rûnin, ba û baran bi hevdu re bên, teyr û tilûr bi hevdu re bibêjin, deşt û zozan, gelî û çîya bi ziman bibin û heryek ji alîyekî ve bibêje, da dîmenê xezebeke dîrokî bê ber çavan. [1691 aydogan_bere] » Deverek di agirekî de şewitî. [1692 aydogan_bere] Dûmana li ser serê şûnewarekî, jîyan kir toz û ji erdê hilanî. [1693 aydogan_bere] Qêrîna ji dilekî piçpiçî, di nav rivînan de ber bi ezmên ve hilkişîya. [1694 aydogan_bere] Zar û zêç, keç û xort, kal û pîr, jin û mêr, neteweyekî bi temamî li serê çîyayan, xwe ji ber xezeba mirinekê da alî. [1695 aydogan_bere] Yên ko zarokên xwe di newalan de, di palan de, di zaboqên asê de veşartin, firsend nedît ko têra xwe bigirîn. [1696 aydogan_bere] Devên xwe xistin birînên xwe û xwe avêt bextê bilindahîyan. [1697 aydogan_bere] Çavnebaran tehamulî bereketa erdekî bihesret nekir û bi xezebeke nedîtî êrîşî belgeyên ji kûrahîya dîrokê kir. [1698 aydogan_bere] Kundan li dewsa bi hezaran gundan xwend. [1699 aydogan_bere] Bi sedhezaran ciwanmêrên avîçûyî, bi deh hezaran jinên çavlirê û zaroyên sêwîmayî xemgîn û situxwar... [1700 aydogan_bere] Gava Biharê bi hemû henûnîya xwe ve destê xwe di serê xwezayê de di-da; gava tîrêjên rojê bi hemû hêza xwe ya germahîyê ve bi xwezayê re hêdî hêdî dibişirîn û çîyayên biheybet disincirandin; gava berfa ko dihilîya, ne li palan, ne jî li qûntaran ho vedida; gava dengê guşeguşa avê, tevî dengê çivîkan dibû; gava kevokên cûn ji borengeyan ber bi jorê ve difirîyan; gava tuxetuxa kewên sipî ji hezazan dihat; gava leglegê hêlîna xwe li ser dara herî bilind xweş dikir û gava li qotê çîyayekî bilind hazirîya agirekî bi hûrbijarî dihat kirin, min di bin çiveçiva guleyan de berê xwe da rojhilat. [1701 aydogan_bere] Ji wî agirî re ko dê ronahîya xwe ji dilên me bidaya nava du çeman, pênc roj mabûn. [1702 aydogan_bere] Berê dengê girgirekê hat. [1703 aydogan_bere] Dû re, dinya ji nişka ve reş û şîn bû. [1704 aydogan_bere] Berê ji ezmên barana mirinê barîya. [1705 aydogan_bere] Rihstîn li gelîyan feqa xwe veda. [1706 aydogan_bere] Ji co û cobaran mirin herikî. [1707 aydogan_bere] Bêhna jîyanê li deverekê bi temamî çikîya û bi dû re, pênc hezar dil bi carekê rawestîyan. [1708 aydogan_bere] Pênc hezar beden di hindurê çend deqîqeyan de di cîhê xwe de hişk bûn. [1709 aydogan_bere] Bajarek bi temamî fetisî. [1710 aydogan_bere] Devereke şên ji nişka ve xalî bû; pîrebokan lê da çirevîtan. [1711 aydogan_bere] Gazîya kevnewarekî dilkêş gîhaşt Xwedaya bereketê û pê re hemû xwedayên din. [1712 aydogan_bere] Ne Xwedaya xweşikbûnê, ne ya evînê, ne ya aştîyê û ne jî yê êgir xwe li ber girt. [1713 aydogan_bere] Hemû xweda şaş man û wê gavê hêsirên xwedayî ji kortikên çavan bi ser hinarikên rûyan de gindirîn. [1714 aydogan_bere] Xwezayeke bêserî û bêbinî kezeb li xwe peritand û ciwanîya xwe li ser wê kir. [1715 aydogan_bere] Destên çivîkan ji warekî nas nebûn. [1716 aydogan_bere] Heryek ji wan li ser darekê, heryek li ser dîwarekî hilweşîyayî, heryek li serê kanîyekê heram bû. [1717 aydogan_bere] Bêyî ko pê re bigîhîştaya ko ji şênîyan xatir bixwastaya, hemûyan çavên xwe li dinyaya gewrik girtin. [1718 aydogan_bere] Û stranek nîvco ma. [1719 aydogan_bere] Heta ko ez gîhaştim di nav kuçeyên taxeke jahrdadayî de bimeşim, çar sal bihurîn. [1720 aydogan_bere] Min xwe li serê kuçeyekê, hişkbûyî his kir. [1721 aydogan_bere] Ez bi vexwarina ava kanîyekê jahrdadayî bûm. [1722 aydogan_bere] Min li hêwanekê, rihê xwe bi carekê sipart. [1723 aydogan_bere] Ez li rastikekê bi zarokekî pêçekê re fetisîm û em herdu bi hevdu re li erdê dirêjkirî man. [1724 aydogan_bere] Piştî çar salan, min li kuçeyeke wî bajarî, kalek dît. [1725 aydogan_bere] Kalekî jar î stuxwar... Kalekî bejindirêj î piştxûz... Li ber xanîyekî xerabe, li şûna warekî wêran, li ser tutikan rûniştibû. [1726 aydogan_bere] Gava çav li min ket, kelogirî bû, lê ji kanîya hêsiran a miciqî, tu hêsir nehatin, qiraxên tu çavan ji xwe re nekirin cuhok û tê de neherikîn. [1727 aydogan_bere] Her qermîçokeke enîyê, xeteke dîrokê, her awireke wî mişt hesret, ji serî heta binî, kul û derd... Ez çawa çav lê ketim, ez jî kelogirî bûm. [1728 aydogan_bere] Agir bi kezeba min ket. [1729 aydogan_bere] Sînga min li ser hev bilind bû û daket. [1730 aydogan_bere] Bêhna min bi zorê derket. [1731 aydogan_bere] Min xwast ez xwe bigirim û êşa ji ber birînên xwe eşkere nekim. [1732 aydogan_bere] Lê hêsirên heta ser lêva min a jorê gindirîn, kêl li birînên min bişkivandin û di navbera min û kaloyî de girêdaneke xurt çêkir. [1733 aydogan_bere] Me herduyan bi dilovanî û bi melûlî li hevdu nihêrî. [1734 aydogan_bere] Min bi nerîna xwe ya ko ez didam dest, jê pirsî. [1735 aydogan_bere] Wî destên xwe ber bi Xwedê ve bilind kirin û geh li jorê û geh jî li min nihêrî. [1736 aydogan_bere] Berê li sînga xwe û bi dû re jî li çongên xwe xist, serê xwe bi nalîn bi vir de û wê de kil kir û agirê bi kezeba min xistibû, gûrtir kir. [1737 aydogan_bere] Li vî darê dinyayê, du nevîyên wî bi tenê mabûn. [1738 aydogan_bere] Wê rojê, li devereke din bûn. [1739 aydogan_bere] Li devereke ji jahrêparaztî...Wê rojê, gava jahrê xwişk û birayên herduyan di himbêza dê û bavê wan de hişk kiribûn; wê rojê gava mirinê destê xwe xistibû qirika dê û bavê wan û ew bi derbekê re fetisandibûn, wan li gundê xalan, bi zarokin din re li xirbeyekî bi malokan dileyist. [1740 aydogan_bere] Gava herduyan ji hindur baz da û di ber me re derbas bûn, kul û derd dîsa tev de rabûn û dengê îskeîska kaloyê dilhilûk taxa xemgîn xemgîntir kir. [1741 aydogan_bere] Min ji wî bi wê de pîrejinek dît. [1742 aydogan_bere] Melkes di dest de ber derîyekî dimalt û pê re dinihurand. [1743 aydogan_bere] Navên şeş keçan bi »yadê rebenê« û yên heft lawan jî bi »wey li min pepûkê û wey li min hêsîrê« rêz dibûn. [1744 aydogan_bere] Ez şibandim nevîyekî xwe û bi hesreta çar salan ve ez himbêz kirim û maçî kirim. [1745 aydogan_bere] Li dora min çû û hat. [1746 aydogan_bere] Destên xwe li hevdu xistin û xwe her hilor kir û li erdê xist. [1747 aydogan_bere] Ji kêfa tu nemabû bifirîyaya. [1748 aydogan_bere] Heta ko kaloyê li ser tutikan rûniştibû hat û ew xist hindur jî wê hey bi dilovanî li min dinihêrî. [1749 aydogan_bere] Min bûkek dît. [1750 aydogan_bere] Min li serpêhatîya nazdarekê guhdarî kir. [1751 aydogan_bere] Dîsa çar sal berê bû. [1752 aydogan_bere] Wê rojê, xatir ji zavayê hefteyekê xwastibû; wê rojê delalîyê ber dilê xwe li dû xwe hiştibû û bi kêfeke bûkanî çûbû zê. [1753 aydogan_bere] Roja piştî wê, bi xebereke nexêrê dinya li serê wê gerîyabû û kêfa wê ya bûkanî bi temamî lê şikestibû. [1754 aydogan_bere] Navê simbêlsorê xwe li lawê xwe yê sêsalî kiribû. [1755 aydogan_bere] Gava serpêhatîya wê, bû gotin û xwe di nav lêvên wê yên lerzokî re bi zorê gîhand min, ew di ber paqijkirina hêsiran de negîhaşt û çav li serê xwe kirin ecêb. [1756 aydogan_bere] Hejîya, destekî xwe da dîwêr û xwe hêdîka bera xwarê da. [1757 aydogan_bere] Lawê xwe xist himbêza xwe, ew bi hemû hesret û hezkirina xwe ve guvaşt û di nav kul û derdan de wendabû. [1758 aydogan_bere] Ez li taxeke şînê gerîyam, min li bajarekî şînê, di bin ewrên jahrî de, şopa mirina malikşewitî ajot. [1759 aydogan_bere] Min bajarek dît, seranser goristan... Min bi hezaran gor dîtin, bi salan şop pêneketî... Bi şevê zûrezûra guran û bi rojê jî xişexişa maran... Ji heyaman vir de ye ko weha tê gotin ev destan... [1760 aydogan_bere] Mirovahîyê li Guernicayê kir haho. [1761 aydogan_bere] Hawara wê di felekan re derket. [1762 aydogan_bere] Li Hîroşîma û Nagazakîyê bi tepan çû serê xwe. [1763 aydogan_bere] Hêsir mîna baranê barandin. [1764 aydogan_bere] Li hembera xwezayê situxwar ma; ji ber hemcinsên xwe fedî kir. [1765 aydogan_bere] Mirovahîya ko di destê tarîtîya ko gefên qirkirinê lê dixwarin de dikir nal nal, li Helebçeyê jahrdadayî bû. [1766 aydogan_bere] Di her bêhnstendinekê de di cîh de hişk bû. [1767 aydogan_bere] Xweza bi xayîntîya herî dijwar re rû bi rû bû. [1768 aydogan_bere] Ezmanê ko ji jorê de li toza mirina ko bi ser xwezayê de dihat werkirin temaşe dikir, debar nekir û şîrqînîyeke weha mezin jê hat ko tu nemabû, bi ser bajarekî jidesthilanînketî de biketaya. [1769 aydogan_bere] Guernica bû dîrok. [1770 aydogan_bere] Hîroşîma û Nagazakî jî bi dû de... Lê Helebçe? [1771 aydogan_bere] Ma kurd gurê hevdu nin? [1772 aydogan_bere] Sê salên kurdan û hêvîya neteweyekî [1773 aydogan_bere] Sal 1991, hawara girseyan di ezmanan re derdiket. [1774 aydogan_bere] Bi milyonan kurd berê xwe dabû serê çiyayan. [1775 aydogan_bere] Koça milyonan dinya rakiribû ser pêyan. [1776 aydogan_bere] Neteweyekî serî hil dida. [1777 aydogan_bere] Neteweyekî li hembera êrîşa tarîtîyê, bi mêrxasî di ber xwe de dida. [1778 aydogan_bere] Neteweyek di nava ba û bahoza bêhêvîtîyê de xwe li rohnîyê digirt. [1779 aydogan_bere] Neteweyek di bazara mirinê de li jîyanê digerîya. [1780 aydogan_bere] Neteweyê ko tev li hemû dijwarîyan, xwe li hêvîyê pêça bû, di bin êrîşa xezeba dijminan de li perçeyekî welatê xwe berbanga azadîyê zevt dikir. [1781 aydogan_bere] Hêvîyên çandî zîl dida; îmkana çinîna van hêvîyan û wergirtina berê vê çinînê, xewn û rastî tev li hevdu kiribûn. [1782 aydogan_bere] Neteweyekî hêdî hêdî nîşanî dinya dida ko şîyana birêvebirina civakê pê re hebû. [1783 aydogan_bere] Û neteweyê ko ji bindestîya sedsalan of bûbû, di nava malbata gelên cîhanê de ji xwe re li cîhekî digerîya... [1784 aydogan_bere] Ev tabloya 1991ê ya ko ji bo “bikaranîna îradeya azad“ rê vekir, hîn jî li ber çavên kurdan e. [1785 aydogan_bere] Bi saya bûyerên ko ev tablo xemilandin, şertên Gulana 1992an hatin amadekirin. [1786 aydogan_bere] Di 19ê Gulana 1992an de pêvajoyeke nû dest pê kir; gaveke dîrokî hat avêtin. [1787 aydogan_bere] Li başûrê welêt, hilbijartinên dîrokî çêdibûn û rêya ko ber bi Kurdistaneke demokratîk ve diçû, bi hêvî û bi bawerî dihat vekirin. [1788 aydogan_bere] şewqa vê hêvî û bawerîyê, xwe da her alîyê welêt. [1789 aydogan_bere] Ew roj baş tê bîra her kurdî/kurdê. [1790 aydogan_bere] Piranîya civaka me, bê qeyd û şert piştgirîya wê pêvajoyê kir û ji bo paraztina deskevtên ko li başûrê welêt hatibûn bidestxistin, çi ji destan dihat, texsîr nekir. [1791 aydogan_bere] Tev li ko di wê rojê de li ser awayê birêvebirina hilbijartinan hinek idîa hatin holê jî her kurdekî/kurdekê digot, “Ji bo min kî bê hilbijartin, ne giring e. [1792 aydogan_bere] A giring ew e ko gelê kurd di dîroka xwe de, cara yekem bi destê xwe, bi îradeya xwe, bi biryara xwe hilbijartinekê amade dike.“ Bi vî awayî, menfaetên giştî di ser hertiştî re hatin girtin. [1793 aydogan_bere] Ev hilbijartin ji alîyê raya giştî ya dinyayê jî mîna hilbijartineke azad û demokratîk hat nirxandin. [1794 aydogan_bere] Gelek rojnameyên [1795 aydogan_bere] welatên Ewrûpayê yên cuda jî li ser vê bûyerê, bi awayekî êrênî nivîsî. [1796 aydogan_bere] Di 17ê Gulanê de, di rojnameya Swêdê “Dagens Nyheter“ê de jî nivîsek bi navê (Ett demokratiskt Kurdistan) Kurdistaneke demokratîk derket. [1797 aydogan_bere] Min wê rojê, ji ber giringîya bûyerê û ji bo nîşandana hêvîyên raya Swêdê ya giştî, ew nivîs wergerand kurdî û di nava rûpelên Berbangê de weşand. [1798 aydogan_bere] Ev proses li gelek deverên dinyayê yên din, bi awayên cuda derket ortê. [1799 aydogan_bere] Ji ber ko kurdan di dîroka xwe de cara yekem di hilbijartina ko wan bi xwe amade kiribû de ji bo xwe deng dida, hem raya kurdan a giştî û hem jî ya dinyayê, li hembera kil û kêmasîyan, ji adetê zêdetir bi tolerans bûn. [1800 aydogan_bere] Divê ev helwêst tu carî neyê wê maneyê ko wan hem hilbijartin û hem jî danûstendinên ko di wê pêvajoyê de rû dida, bê qisûr didîtin. [1801 aydogan_bere] Ev bûyer ne bi tenê ji bo kurdan, lê herweha ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn û nemaze jî ji bo wan dewletên ko ji sedsalan û bi vir de ye, xwedî tecrubeyên dewletbûnê bûn, nimûneyeke nû û pêş de bû. [1802 aydogan_bere] Ji ber vê xusûsîyetê, li ba gelek dewletên herêmê, tirseke mezin peyda bû. [1803 aydogan_bere] Ev tirs bi gavên piştî hilbijartinan û nemaze bi wan gavên ko hilbijartinan bi xwe rê jê re vekir, bêtir bû. [1804 aydogan_bere] Kurd gav bi gav ber bi dewletbûnê ve dimeşîyan; di 19ê Hezîranê de Parlamento; di 4ê Tîrmehê de Hikûmet û di 4ê Cotmehê de îlana Dewleta Başûrê Kurdistanê ya Federal. [1805 aydogan_bere] Hêvîyê li herçar perçeyên welêt, dilên kurdan dabûn ber xwe. [1806 aydogan_bere] Meyla pêşveçûnê û hewildanên ji bo xurtkirina deskevtên neteweyî, di sala 1993an de jî dewam kir. [1807 aydogan_bere] Ji ber vê yekê, sala 1991, 1992 û 1993an, mîna sê salên kurdan hatin nirxandin. [1808 aydogan_bere] Ma kurd gurê hevdu nin? [1809 aydogan_bere] Ev pêşveçûn heta destpêka Gulana 1994an, bi kulekî be jî dom kir. [1810 aydogan_bere] Lê ji wê wextê û bi vir de, birînên ko divîya bihatana pêçandin, ji nû ve hatin xurandin. [1811 aydogan_bere] Pêvajoyeke ko hemû deskevtên di van hersê salên kurdan de hatibûn bidestxistin, didan ber xwe dest pê kir. [1812 aydogan_bere] Pêvajoyeke di bin ronahîya mejîyekî talanker de ko ji bo xwe “mafên mirovan“ dixwast, lê li dijî terefên din “mafên mirovan“ qet nas nas nedikir, peyda bû. [1813 aydogan_bere] Bajar dihatin wergirtin, dever dihatin “rizgarkirin“. [1814 aydogan_bere] Kurdistana perçekirî vê carê bi destên kurdan dihat parvekirin. [1815 aydogan_bere] Pêşmergeyên ko di şerî de dibûn hêsîr jî ji gulebarankirinê xelas nedibûn. [1816 aydogan_bere] Talankirin, şikence, bi zorê gelek tişt bi girtîyan dangotin û hwd, şertên weha ava dikirin ko çavên xelkê êdî hêdî hêdî “li dagirkeran bigerin“. [1817 aydogan_bere] Vê carê, li axa başûrê perçekirî, xwîna bi sedan pêşmerge bi destên kurdan ve dihat herikandin. [1818 aydogan_bere] Hejmara jinên situxwar û zarokên sêwî zêdetir bû. [1819 aydogan_bere] Mîna ko ji kevin de tê gotin; “Kurd gurê hevdu bûn, kurd ji hevdu re xurt bûn.“ Di vê rewşê de, di nava gel de, bi awayekî bi heq weha dihat gotin: “Ger hêza kurdan ew qasî hebû, ji bo çi li deverên dagirkirî nediceriband? [1820 aydogan_bere] Ma gelo pêşmergeyên me yên ko ji alîyê kurdan ve hatin qetilkirin û hîn jî tên qetilkirin, li ber derîyê bajarê Kerkukê bihatana şehîdkirin, dê ne baştir bûya? [1821 aydogan_bere] Ma gelo mafê tu kesî heye ko vê gava bi idîaya ko dê dersa demokrasîyê bidaya Rojhilata Navîn, provoke bike û rêya têkçûna deskevtan veke?“ [1822 aydogan_bere] Hesabên li ser vî şerî hatin kirin [1823 aydogan_bere] Di pêvajoya vî şerî de hêzên herêmê yên ko di “şerê Tengavê“ de li ba “Hêzên Hevkar“ cîh stend û îroj ji nişka ve bûn “dostên“ Sedam, ji bo ko embargoya Yekîtîya Neteweyan ji ser Iraqê rabe, xebateke pirhêl meşand û hîn jî dimeşînin. [1824 aydogan_bere] Hemû dewletên cîran, ji bo paraztina “yekîtîya axa Iraqê“, rakirina embargoyê şert dît. [1825 aydogan_bere] Ji wan re firsendek peyda bûbû, êdî karîbû bi dinyayê bidaya qebûlkirin ko “Kurd nikarin civaka xwe bi rê ve bibin“, ji ber vê yekê û ji bo li “bakurê Iraqê“ valahîya otorîteyê çênebûya, divîya pêvajoya ko kurd gav bi gav ber bi dewletbûnê ve dibir, têketaya bin kontrolê û sînorek jê re bihataya danîn. [1826 aydogan_bere] Gavên ko heta niha dihatin avêtin, zor dida sînorên heyî jî. [1827 aydogan_bere] Lê vî şerî rengê pêvajoyê guhert û gelê kurd xist nava taswasan. [1828 aydogan_bere] Dema ko mirov li ser sedemên vî şerî radiweste, bêtir minaqeşeya dijîtîyên ko di nava hêzên kurdan de henin dikin. [1829 aydogan_bere] Lê li gora min, ev hêla rastîyê ya xuya ye. [1830 aydogan_bere] Rast e, sîstema fîftî-fîftî xetimîbû. [1831 aydogan_bere] Di nava hêzan de ji bo îqtîdarbûyinê dijîtî hebû. [1832 aydogan_bere] Ji bo birêvebirina civakê, reqabeta sîyasî ya di nava hêzên neteweyî de jî bûyereke xwezayî bû. [1833 aydogan_bere] Ev reqabet dikare carinan bi metodên îptîdaî yên ko gelek texrîban bi xwe re tînin jî bê meşandin. [1834 aydogan_bere] Lê rewşa herêmê, hewildanên dewletên dagirker yên ko di eynî demê de bi xurtî derketin ortê, rewşa ko wan dixwast bê holê û nemaze rewşa ko bi alîkarîya vî şerî derket ortê, dibin sebeb ko mirov ji dervayî dijîtîyên ko di nava hêzên neteweyî de henin, li ser hin sedemên din û hesabin mezintir bifikire. [1835 aydogan_bere] Ez hêvî dikim û dilê min jî dixwaze ko ev awayê fikirandinê çewt derkeve. [1836 aydogan_bere] Lê weha xuya ye ko sinyalên rastîya heyî, li dil guhdarîyê nakin. [1837 aydogan_bere] Di vî şerî de rewşa herdu organên hilbijartî bala mirovî bêtir dikişand. [1838 aydogan_bere] Li Kurdistanê, şerê birakujîyê berê jî gelek can dabûn ber xwe û di sînga civakê de birînên kûr vekiribûn. [1839 aydogan_bere] Lê vê carê rewş pir guhertî bû; kurd xwedîyên dezgehên neteweyî bûn û civak ji alîyê organên hilbijartî ve û li gora qanûnan dihat birêvebirin. [1840 aydogan_bere] Gelo serokê Parlamentoya Başûrê Kurdistanê, mîna serokê organa qanûndanînê ko ji alîyê gel ve hatiye hilbijartin û serokê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê, mîna serokê organa birêvebirinê ko selahîyeta xwe ji organa qanûndanînê wergirtiye, li hembera vî şerê ko îrada organên hilbijartî nas nedikir û bi qaîdeyên xwe, hem otorîteyên van herdu organan ji ortê radikirin û hem jî ew di pratîkê de bêfonksîyon dihiştin, helwêsta ko ji wan dihat xwastin wergirtin? [1841 aydogan_bere] Ma gelo herdu organan di pêvajoya şerî de imtîhaneke baş da? [1842 aydogan_bere] Jîyanê nîşan da ko di destpêkê de, ne serokê Parlamentoyê û ne jî serokê Hikûmetê, bi helwêsta dezgehbûne hereket kir. [1843 aydogan_bere] Herduyan jî bi destpêkirina şerî re, berên xwe dan cepheyên xwe, li alîyên partîyên xwe cîhên xwe girtin û bi çi awayî dibûya bila bibûya, di birêvebirina vî şerî de mîna endamên serokatîyên partîyên xwe rol leyist. [1844 aydogan_bere] Bi kurtî, herdu organ jî di vê imtîhanê de di sinifê de man. [1845 aydogan_bere] Gava ko hêzin din li dijî otorîteya wan derdiketin û çek bi kar dianîn, wê gavê herdu organ li ser bingehê bicîhkirina otorîteya organan û qanûnan, bi tundî li dijî wan rawestîyan û ev helwêst ji alîyê piranîya kurdan ve hat paraztin. [1846 aydogan_bere] Lê ev helwêst di vî şerî de nehat dîtin. [1847 aydogan_bere] Organên hilbijartî divîya berîya herkesî rîayetî wan qanûn û biryaran bikiraya ko wan bi xwe ew derxistibûn. [1848 aydogan_bere] Ger ew bi xwe rîayetî qanûnan nekin, wê gavê mafên wan jî ji ortê radibe ko xelkê dawetî rîayetkirina qanûnan bike. [1849 aydogan_bere] Divê qanûn ji bo herkesî derbas bibin. [1850 aydogan_bere] Ez di vê xalê de berê xwe didim serokên herdu organan û dibêjim ko bicîhkirina otorîteya qanûnên ko ji bo herkesî derbas dibin, berpirsîyarîya we ye. [1851 aydogan_bere] Her çi dibe, bila bibe, divê hûn li gora vê berpirsîyarîyê hereket bikin. [1852 aydogan_bere] Divê hûn îrada ko gel teslîmî we kiriye, nedin tu deverin din. [1853 aydogan_bere] Hûn jî dizanin ko ji dervayî gel, tu şexsîyet, rêxistin, an mercî tune nin ko ji we mezintir bin. [1854 aydogan_bere] Divê hûn li gora vê statuyê li xwe biniherin û xwe nexin bin tu îradeyên din. [1855 aydogan_bere] Belkî hinek dê ji min bipirsin; “Ma tu ji bo çi berê xwe didî Hikûmet û Parlamentoya reben û bêçare?“ Ji ber ko bi ya min, berpirsîyarîya paraztina otorîteyê, li ser milên herdu organan e û gelê kurd hêvîya xwe ji eşîran, şexsîyetên bi navûdeng û hêzên cuda bêtir, bi organên ko hatinin hilbijartin û îradeya neteweyê kurd wergirtine ve girê dide. [1856 aydogan_bere] Herdu organ jî mecbûr in ko li gora hêvîyên kurdan û qaîdeyên dewletbûnê bimeşin. [1857 aydogan_bere] Belkî ji bo hinan, herdu organ ji du xanîyên ko ji dema Sedamî ve manin pê ve, tu maneyê îfade nakin, lê ew ji bo gelê kurd hîn jî kelehên hêvîyê nin. [1858 aydogan_bere] Sedemên ko ez berê xwe berîya herkesî didim herdu organan û serokên wan jî ev e. [1859 aydogan_bere] Gelê kurd hem parlamentoyê û hem jî hikûmetê divê, lê yên ko karibin bi berpirsîyarîya xwe rabin û îradeya gel bi rastî temsîl bikin. [1860 aydogan_bere] Ji bo ko ev herdu organên di vî şerî de di sinifê de manin, rola kelehên hêvîyê bi cîh bînin, divê li gora selahîyetên xwe, bikevin nava danûstendineke din û helwêsteke bişexsîyet nîşan bidin. [1861 aydogan_bere] Ji bo pêkanîna vê yekê, berpirsîyarîyên dîrokî dikeve ser milên herkesî. [1862 aydogan_bere] Divê li gora vê bersîyarîyê bê meşandin. [1863 aydogan_bere] Na na, bi vî awayê danûstendinên hêzên kurdan û karakterên reftarîyên wan, jîyandina dezgehên neteweyî yên bişexsîyet pir zehmet xuya dike. [1864 aydogan_bere] Ev awayê danûstendinên hêzên kurdan û karakterên reftarîyan, ji bo bilezkirina pêvajoya dewletbûnê, mîna astengên mezin xuya dibin. [1865 aydogan_bere] Kurd heta niha, nedewletbûyina xwe, bi xurtbûna hêzên dagirker û menfaetên dewletên ko di sîyaseta dinyayê û nemaze di ya herêmê de xwedîyên giranîyekê nin ve girê didin. [1866 aydogan_bere] Lê ez idîa dikim ko ger herkes destûra dewletbûyinê bide me jî em ê bi vî awayî dîsa nikaribin neteweyê kurd di sewîyeya dewletbûnê de bi rêxistin bikin. [1867 aydogan_bere] Bi vî mentiqê ko tê meşandin, ne dewlet, tu platformeke neteweyî ya piçûk jî pêk nayê. [1868 aydogan_bere] Ger em dixwazin bibin dewlet, divê em wê heyecan û şiûra 1991ê ko di bin ronahîya hêvîya ber bi dewletbûyinê ve diçûn de peyda bûbû,n ji nû ve derxînin ortê. [1869 aydogan_bere] Helwêsta derengmayî [1870 aydogan_bere] Hikûmet û Parlamentoya Başûrê Kurdistanê, wekî min li jorê diyar kir, di destpêka şerî de di dilên wan de çi hebû, bila hebe, lê li gora rastîya ko derket meydanê, li organên xwe bi xwedî derneketin. [1871 aydogan_bere] Parlamento û Hikûmet ancax piştî şerî bi çend mehan, li xwe hay bûn û ji bo çareserkirineke ko di bin sîya dezgehên neteweyî yên hilbijartî de ketin nava hewildanekê. [1872 aydogan_bere] Ew helwêsta ko divîyabû di destpêkê de bihataya wergirtin ko bi derengî be jî hat wergirtin, ji alîyê gelekan ve ji bo bi şexsîyetkirin û xurtkirina van dezgehan, mîna şenseke nuh hat nirxandin. [1873 aydogan_bere] Hikûmet û [1874 aydogan_bere] Parlamentoyê xebatên rawestîyayî domandin û organan biryarên ji bo çareserkirinê dan. [1875 aydogan_bere] Hikûmetê di biryara xwe de eşkere diyar dikir; “Ger ev pirs neyê çareserkirin, yanî desthilatdarîya qanûnan neyê bicîhkirin, em ji bo berpirsîyarîya meşandina karên Hikûmetê, ne amade nin.“ Parlamentoyê di 25ê Tîrmehê û 15ê Tebaxê de, ji bo îstiqrara welêt û desthilatdarîya qanûnan deklarasyon derxistin. [1876 aydogan_bere] Ev helwêsta ji alîyê van herdu dezgehan ve ko nuh hatibû wergirtin, ji alîyê gelek kesan ve mîna ultîmatomekê dihat nirxandin. [1877 aydogan_bere] Dîsa bi saya banga serokê Parlamentoyê Cewher Namiq û serokê Hikûmetê Kosret Resûl, ji bo minaqeşkirina rêyên çareserkirinê û rawestandina vî şerî, civîna Parlamentoyê ya ko Mesûd Barzanî û Celal Talabanî jî beşdar bûn, hat amadekirin. [1878 aydogan_bere] Hikûmetê di wê civînê de ji Celal Talabanî û Mesûd Barzanî re daxwaz û pêşnîyarên xwe yên ko ji 16 xalan pêk dihatin, xwendin. [1879 aydogan_bere] Hikûmet û Parlamentoyê bi derengî be jî dest bi însîyatîvgirtinê kir û pirsên xwe li Parlamentoyê minaqeşe kirin û li wira biryar dan. [1880 aydogan_bere] Ev awayê danûstendinê, weha hat fahmkirin ko ew li wê helwêsta ko di destpêka şerî de hatibû wergirtin jî rexneyan digirin. [1881 aydogan_bere] Ji alîyê din ve, bi derengî be jî civandina li Parlamentoya neteweyî, ji civandina li Silopîyê, li şîrîn Palasê û Parîsê baştir e. [1882 aydogan_bere] Ez hêvî dikim ko ev helwêst dê bê domandin û helwêstên ko prestîja van dezgehan daxist bên mehkûmkirin. [1883 aydogan_bere] Ev dê rêya xurtkirina prestîja wan bêtir veke. [1884 aydogan_bere] Hidûdê piştgirîyê [1885 aydogan_bere] Kurdan di destpêka pêvajoya ko bi 1991ê ve dest pêkir de, wekî min li jorê jî diyar kir, piştgirîya xwe ya dilsoz, bê şert û qeyd nîşan da. [1886 aydogan_bere] Lê piştî van bûyeran, derket ortê ko civata kurd di vî warî de çi qasî şîyar be, piştgirîya li ser bingehê welathezîyê dê ew qasî fonksîyoneke rast bileyize û ihtîmalên istismarkirina vê piştgirîyê dê ew qasî qelstir bibin. [1887 aydogan_bere] Divê bê diyarkirin ko hidûdê vê piştgirîyê, heta wê demê ye ko menfaetên neteweyî yên giştî û nemaze deskevtên ko hatinin bidestxistin bên paraztin. [1888 aydogan_bere] Danûstendinên ko şertên têkçûna deskevtên neteweyî pêk tînin, divê ne li hêvîya piştgirîyê bin. [1889 aydogan_bere] Her gava ji bo xurtkirin û paraztina deskevtên neteweyî û ji bo hilanîna van metodên iptîdaî yên ko mohra xwe li danûstendinên hêzên kurdan dixînin, dê piştgirîya her dilsozekî/dilsozeke kurd werbigire. [1890 aydogan_bere] Kurd di warê paraztina menfaetên giştî û xwe bi awayekî azad û serbixwe îfadekirinê de, tev li hemû çewtî û kêmanîyan, di rewşeke baştir de xuya dikin. [1891 aydogan_bere] Ev rewş di pêvajoya şerî de bi teqdîr hat dîtin. [1892 aydogan_bere] Di vî şerî de hemû hêzên kurdan kêm, an jî zêde, helwêstên xwe yên resmî, di bin ronahîya dersên ko ji dîrokê hatinin derxistin de diyar kirin. [1893 aydogan_bere] (Di warê resmî de, ji dervayî terefên şerî, bi tenê sê hêzên kurdên Rojavayê Başûrê Kurdistanê û hêzek Bakurê Kurdistanê helwêstên cuda wergirtin û raya kurdan a giştî, ew helwêst mîna helwêstên salên 70yî nirxandin.) Lê ji dervayî wan hemû hêzan, bêyî terefgirtinê, an jî bêyî ko li tu tawanbarekî bigerîn, bi perspektîva paraztina deskevtên neteweyî, li dijî şerê birakujîyê rawestîyan. [1894 aydogan_bere] Ev jî di civakê de li hembera hewildanên terefên şerî yên ko dibin sebebên bêhêvîtîyê, balansek peyda kir û hêvîya civakê ya ji bo pêşerojê xurttir kir. [1895 aydogan_bere] Berê, di şerê birakujîyê de terefgirtin û bi şerxwazîyê tawanbarkirina terefê din adet bû. [1896 aydogan_bere] Lê hêzên neteweyî bi awayê danûstendinên xwe, nîşan da ko ew helwêsta kevin êdî ne helwêsta serdest e. [1897 aydogan_bere] Ev divê neyê wê maneyê ko di warê sebebên şerî de dîtinên hêzan tune nin. [1898 aydogan_bere] Divê ev di warê sewîyeya şiûra neteweyî de weke nîşaneke pêşveçûnê bê nirxandin. [1899 aydogan_bere] Civaka me tevî hertiştî, ji bo gavên ko karibin birînan bipêçin û di civakê de ji nû ve istiqrarê peyda bikin, bihêvî ye. [1900 aydogan_bere] Rojekê ez hatim. [1901 aydogan_bere] Min li ser sozên mêrên çê, berê xwe da çol û beyaran. [1902 aydogan_bere] Ez di gelîyên asê re derbas bûm, gelîyên ko feqa mirinê tê de vedayî. [1903 aydogan_bere] Rojekê ez hatim. [1904 aydogan_bere] Bi ba û bahozê re... Di nav dar û devîyan re, di çîyayên asê re, di wan şiverêyan re ko min ew weke kefa destê xwe nas dikirin... Di qiraxa newalên kûr ên bêbinî re... [1905 aydogan_bere] Min ne li pûkê guhdarî kir, ne jî li tirsa dilê xwe. [1906 aydogan_bere] Ne sawa tarîyê ez jê vegerandim, ne jî zaboqên asê yên Rihstîn tê de veşartî ez tirsandim. [1907 aydogan_bere] Min bi hêza bawerîya bi te, xwe li mayînên ko pîmên wan li hemanan bûn qeliband. [1908 aydogan_bere] Min di bin şewqa xweşikbûna te de, bi dilekî pak berê xwe da qibleya hêvîyê. [1909 aydogan_bere] Gava min bêhna xwe li cîh û warekî şewitî vekir, dinyayê di bin dûmaneke reşîqîr de bi zorê bêhn distend. [1910 aydogan_bere] Xweza di destên kabûsên devçatir de bûbû qîjot. [1911 aydogan_bere] Min li texma xirbeyên şewitî, pîrekên porên xwe hildikirin dîtin. [1912 aydogan_bere] Pîrekên ko zarokên xwe di sînga axa sar de vedişartin... Welatek bi dengê hawara dayikên dilperitî dihejîya. [1913 aydogan_bere] Ez di xezeba şeva reş û tarî de li ronahîya evîna te gerîyam. [1914 aydogan_bere] Evîna te ya ko ji bo min êş û elem... Min tu li texma qibleya xwe nedîtî. [1915 aydogan_bere] Min tu li tengala wê tirsê dîtî ko te ji ber ta girtibû. [1916 aydogan_bere] Û tu, laşê dilerizî, benderiha bi destan dipeyivî... Tu pepûka hêsîra tirsê, tu weke sipîya firkandî... [1917 aydogan_bere] An jî rojekê min got qey ez... Rojekê min xwast. [1918 aydogan_bere] Rojekê min di ber xwe de da. [1919 aydogan_bere] Rojekê ez nehatim. [1920 aydogan_bere] Min kir û nekir, min zor da hêza xeyalên ko hêvî jê difûrîya jî... Rojekê ez nehatim. [1921 aydogan_bere] Ez nehatim ba te. [1922 aydogan_bere] Min xwe li te negirt û xwe neavêt himbêza te. [1923 aydogan_bere] Min destê xwe li nava te negerand û tu bi ramûsanan şad nekirî. [1924 aydogan_bere] Min kaseyeke şeraba evînê ji destê te negirt û bi ser xwe de danekir. [1925 aydogan_bere] Min ne xwe li te pêça û ne jî bedena xwe ya qefilî bi tîna laşê te germ kir. [1926 aydogan_bere] Ji wê rojê û bi vir de... Ez di destê bitenêtîya kambax de situxwar... Bi çavên şil û melûl di himbêzeke sar de, bi dilekî şikestî û bi hesreta tîna laşekî dillerizîn bûmim qoncik. [1927 aydogan_bere] Bêdengî û bitenêtîya dilkafir ez kirim hêsîrek û avêtim binê zîndaneke kesjênefilitî. [1928 aydogan_bere] Ne te xwe dirêjî destê min kir û ne jî min tîna dilê xwe gîhand deverên te yên xalî. [1929 aydogan_bere] Û te dîsa ez bi hesreta hêvîyê hiştim û çend tebeqeyên din jî daxistim binê zîndaneke bêxwedî. [1930 aydogan_bere] Te mil da bêxwedîya bêdengîyê. [1931 aydogan_bere] Bi xamî... Carinan tu bi bêdengîyê re bû agir û bi bedena min ketî. [1932 aydogan_bere] Û hertim jî bi ya xwe... Te bi aqilê kê nan xwaribû, ez nizanim. [1933 aydogan_bere] Lê te ez di bêdengîyeke kûr de asê kirim, ma tu dizanî? [1934 aydogan_bere] Min li ser pişta te kab avêtin. [1935 aydogan_bere] Min xwe bi awirên te tûj kir, bi fortên te xwe rakişand û bi hêrsa te êrîş kir. [1936 aydogan_bere] Tu dîsa li xwe hay nebû. [1937 aydogan_bere] Te ne xwe nas kir û ne jî tu li xwe bûyî xwedî. [1938 aydogan_bere] Te vê carê jî xwe li kerî danî û ez bi ser bitenêtîya ko bîra min û te bi hevdu re dikola de dahf dam. [1939 aydogan_bere] Bi nizanî... [1940 aydogan_bere] Ma ne qewlê min û te hebû? [1941 aydogan_bere] Min dil dabû te. [1942 aydogan_bere] Te jî bext ... Min li ser sozên mêrên çê, berê xwe da çol û beyaran. [1943 aydogan_bere] Ez di gelîyên asê re derbas bûm, gelîyên ko feqa mirinê tê de vedayî. [1944 aydogan_bere] Min hêvîya xwe nebirî, ne ji erd û ne jî ezmanan. [1945 aydogan_bere] Min berê xwe da deşt û zozanan. [1946 aydogan_bere] Min guh da dilê xwe û hilma xwe venekir heta serê çîyayan... [1947 aydogan_bere] Min bi hêvî û bawerî xwe li te girt. [1948 aydogan_bere] Li bextê te û soza me ya di dil de xwedîkirî... Te ez dîsa dam destê qedirnezanan, hêvîşikênên har û ticarên bedenên seradkirî. [1949 aydogan_bere] Min kir û nekir, min xwe rakir û li erdê xist... Ax, tu ji xelkê re bû yar. [1950 aydogan_bere] Û ji wê çaxê de ye ko karwanekî bêcîh û war digere dîyar bi dîyar. [1951 aydogan_bere] Ax, te ez li ser piştê li erdê xistim. [1952 aydogan_bere] Ser dilê min werimî, kezeba min peritî, pişika min zuha bû... Û qirika min çirîya. [1953 aydogan_bere] Ez hatim. [1954 aydogan_bere] Gava hêvî di navbera nefret û xezebê de bû... Min xwe li henûnîya te girt û ez hatim. [1955 aydogan_bere] Gava pêtîyên agirê bi dilekî ketibû di ezmanan re derdiketin, ez hatim. [1956 aydogan_bere] Ez di rêyên Berîya xemgîn de li zarokîya xwe gerîyam. [1957 aydogan_bere] Kulîlkên ko li hembera xezebê serî hildabû, hatin pêşîya min. [1958 aydogan_bere] Kulîlkên me... Kulîlkên me yên ko di zarokîya min de şêwra xwe dikir yek û xemleke rengîn bi ser bejina deşt û zozanên me de berdida. [1959 aydogan_bere] Zarokîya min a li wan deveran mabû, di nav mija pijaka rihê xwezayê re bi dilovanî li min nihêrî. [1960 aydogan_bere] Xortanîya min a nîvcomayî situxwar û melûl... Ji newaleke kûr a bêbinî bi dengekî weha dûrikeke dilşewat got ko di nav pêlên dengên wê yên lerzokî re pêlên dîrokeke pelreş jî xwe li min girt. [1961 aydogan_bere] Min xwe di çemê Zerganê de dakir û di bin pira Dinaysirê de bêhna xwe li ba dilekî bihesret vekir. [1962 aydogan_bere] Wê gavê pêlên germahîya Qiziltepeya şewitî ji Qosara kevin bêhna dîrokê da tengala xwe û xwe li min girt. [1963 aydogan_bere] Min heta Qubikê dilê xwe li avjenîyê rehet kir. [1964 aydogan_bere] Gava min li Lêf nihêrî, agir bi hindurê min ket, hêsir ji çavên min ên bihesret gindirîn. [1965 aydogan_bere] Girmelêva, Gurkuşt, Hecî Hesen û Elewş li rêzekê... Emrûd, Hefer û Badînan bi ser de jî Mîlan û Bilokan bîranînên min tev dan. [1966 aydogan_bere] Dugirk hîn di navbera Erban û Qelaçîka ko Girgewr ji xwe re kiribû sitar de devereke nîvxalî... [1967 aydogan_bere] Ez di xewnistana xwe de, di rêyên Berîya xemgîn de li zarokîya xwe gerîyam. [1968 aydogan_bere] Gava ko di Biharan de dinyayê li Berîyê weke keçika ko derkeve pêşîya xwazgînîyên xwe, xwe dixemiland... Gava ko dilê Berîya bêserî û binî bi bengînîyeke mezin lê dixist... Gava ko wê bi hezkirina xwe ya berlênayêgirtin ve destê xwe dida Lêf û xwe li şînahîya ezmên radikişand. [1969 aydogan_bere] Wî Lêfê sitara Berîyê... Wê Berîya delalîya ber dilê Lêf... Gava ko Berîyê distira û Lêf lê vedigerand... Gava bengînîya Lêf û Berîyê di bin xweşikbûna keskesorê de xwe digîhand Dêrikê, wê Zeytûnistana şên... Û ji dilê Dêrika şêrîn di pêlên helbestên evînê de bi ser Çîyayê Mazî de difûrîya. [1970 aydogan_bere] Gava ko di çeman de ava ko suhbeta Feqîyê Teyran ji kûrahîya dîrokê dianî diherikî... Gava min di nav şewqa sitêrkan de rûyê te didît, lêvên te yên nerm û dilrevîn dil di qafesê de diperpitand... Gava gotinên ko nedihatin gotin jî mîna kulîlkên Biharê di hinarikên rûyên te de dibişkivîn... Gava çavên te bi xweşikahîya gotinan ve diçirûsîn û roj li ezmanê şîn bi şênkahîya Lêf û berîyê re dibişirî... [1971 aydogan_bere] Ez hatim. [1972 aydogan_bere] Şeveke ji şevên Havînê bû. [1973 aydogan_bere] Ez ji devereke dûr û xalî hatim. [1974 aydogan_bere] Ji devereke qeşagirtî... Min xwe li germahîya dilê te, min xwe li bêhna te ya sermestkir û çavên te yên dilrevîn girt. [1975 aydogan_bere] Ez derketim ser xanîyê xwe û min xwe li ser nivînên xwe dirêj kir. [1976 aydogan_bere] Min destên xwe xistin bin serê xwe û berê xwe bi ezmên ve kir. [1977 aydogan_bere] şev zîz bûbû. [1978 aydogan_bere] şev ker... Min li bêdengîya şevê guhdarî kir. [1979 aydogan_bere] Heyvê xwast bi dilovanî bi min re bibişire. [1980 aydogan_bere] Lê jê nehat. [1981 aydogan_bere] Rûyê wê bi carekê hat guhertin. [1982 aydogan_bere] Sitêrkek li ezmên hêdî hêdî gindirî û ji nişka ve bi ser Lêf de rijîya. [1983 aydogan_bere] Qêrîna dayikekê di felekan re derket. [1984 aydogan_bere] Wê gavê, dengekî dilşewat ji lêf bilind bû, tarî û bêdengîya şevê xist bin hikmê xwe û li Berîya bê serî û binî belav bû. [1985 aydogan_bere] Her sal di dehê çileya pêşîn de çavên dinyayê ji bo bûyereke mezin dadigerin ser Swêdê. [1986 aydogan_bere] Di vê rojê de li Swêdê li bajarê Stockholmê, hem ji alîyê karîer û hem jî ji alîyê mezinbûna hecmê pereyên ko tên belavkirin ve, xelatên dinyayê yên herî mezin tên dayin. [1987 aydogan_bere] Dehê Çileya Pêşîn, roja Nobelî ye. [1988 aydogan_bere] Ji ber ko Alfred Nobelê di 21ê Cotmeha 1833an de li Stockholmê hatibû dinyayê, di 10ê Çileya Pêşîn a 1896an de xêtir ji jîyanê dixwaze, li dû xwe navekî bilind û serweteke pir mezin dihêle û di sînga axa sar de ji xwe re li cîhekî germ digere. [1989 aydogan_bere] Her sal, li gora wesîyetnameya Alfred Nobelî ya ko di 27ê Mijdara 1895an de li bajarê Parîsê hatibû nivîsandin, di roja Nobelî de, di pênc şaxên cuda de xelat tên belavkirin. [1990 aydogan_bere] Alfred Nobelî di wesîyetnameya xwe de xelatbelavker jî tayin kirinin; Xelata Edebîyatê ji alîyê Akademîya Swêdê ve tê belavkirin; Xelata Fizyolojî û Tibê ji alîyê Enstîtuya Karolînayê ve; Xelata Fîzîk û Kîmyayê ji alîyê Akademîya Zanistê ve û Xelata Aştîyê jî ji alîyê Parlamentoya Norweçê ve. [1991 aydogan_bere] Her dezgehê ji bo tesbîtkirina xelatwergiran, bi navê Komîteya Nobelî, komîteyek damezrandiye. [1992 aydogan_bere] Xelata Aborîyê jî ji sala 1969an û bi vir de ( di 300 salîya Banka Swêdê ya Dewletê de) ji alîyê Banka Swêdê ya Dewletê ve ji bo bîranîna Alfred Nobelî tê dayîn. [1993 aydogan_bere] Pereyên ji bo vê xelatê, ji kaseya Banka Dewletê tên dayîn û bi qasî yên ko ji alîyê Weqfa Nobelî ve tên dayin in. [1994 aydogan_bere] Qaîdeyên xelatê yên ji bo herpênc şaxên ko ji terefî Weqfa Nobelî ve fînanse dibin, ji bo dana Xelata Aborîyê jî derbas dibin. [1995 aydogan_bere] Xizmeta mirovatîyê û madeyên wêrankirinê [1996 aydogan_bere] Du alîyên xebata Alfred Nobelî henin. [1997 aydogan_bere] Ger mirov van herdu alîyan bi hevdû re nebîne, mirov dê neheqîyê li vî dahîyê swêdî bike. [1998 aydogan_bere] Ji ber vê yekê, divê mirov karaktera xebatên wî û berhemên van xebatan tevî herdu alîyên lihevdûnekir raxîne ber çavan. [1999 aydogan_bere] Qiralê barûtê, kaşîfê madeyên teqandinê Alfred Nobel bi saya fabrîkeyên ko malzemeyên herbê çêdikin, bû şîrketdarê multinasyonal î mezin û yekem. [2000 aydogan_bere] Nobelî di gelek warên sîvîl de jî mîna lastika çêkirî, çermê çêkirî, hevirmêşê çêkirî, motora gazê, teknîka qeynaxkirina polayê û hwd, ji bo mirovatîyê xizmetên gelek mezin kirinin, lê navê wî her bi madeyên teqandinê û yên ji ortêrakirinê ve hatiye girêdan. [2001 aydogan_bere] Barût û Alfred Nobel, dînamît û Alfred Nobel bi hevdû re hatinin bilêvkirin. [2002 aydogan_bere] Wî ji derveyî dînamît û jelatîna teqandinê, gelek tiştên din jî keşif kirinin. [2003 aydogan_bere] Nobel xwedîyê patenta 85 keşfên cuda bû û ji bo keşfên pêşerojê, gelek rêyên nû pêşkêşî kaşifên li dû xwe kirin. [2004 aydogan_bere] Li Swêdê di warê endustrîya kîmyayê de şîrketa herî mezin bi navê Alfred Nobelî tê naskirin; »Nobel Industrier Sverige AB«. [2005 aydogan_bere] Ev şîrket bi 20 000 karkerên xwe û bi cîroya xwe ya 20 mîlyar Kronî ve, di vî warî de hemû şîrketên din li dû xwe hiştinin. [2006 aydogan_bere] Di sala 1984an de du şîrketên giregir; Bofors AB û KemaNobel AB bûn yek û ev şîrketa herî mezin ava kir. [2007 aydogan_bere] Bofors AB di sala 1873an de li bajarê Karlskogayê hatiye damezrandin, lê xwedîyê wê yê ji sala 1894an heta 1896an, yanî heta roja wefatê, Alfred Nobel bi xwe bû. [2008 aydogan_bere] Ev şîrket bi giranî malzemeyên parastinê, bi gotineke din, malzemeyên şerî çêdike; top, sîstema robotan, cepxane û hwd. [2009 aydogan_bere] KemaNobel di 1871ê de li bajarê Stockholmê hat damezrandin. [2010 aydogan_bere] Di nav malzemeyên ko ji alîyê vê şîrketê tên çêkirin de li gel hin madeyên din, madeyên teqandinê jî cîhekî giring digirin. [2011 aydogan_bere] Gava fabrîkayên ko piştî keşfên Nobelî hatin avakirin, dest bi hilberînê kir, ji alîyekî ve di warê şerê li hembera xwezayê tê meşandin de, ji bo serkevtina mirovatîyê îmkanên bêhempa hatin amade kirin, ji alîyê din ve jî ji bo xerabkirin û ji ortêrakirina berhemên xwêdana mirovatîyê, di destên şerxwazan de, bû sîleheke wêrankirinê. [2012 aydogan_bere] Xelatkirina berhem û keşfên ko di rêya pêşveçûna mirovatîyê de mîna qonaxên giring têne naskirin û îmkana wêrankirina di destên şerxwazan de, mîna paradoksekê xuya dibe. [2013 aydogan_bere] Mirov xelatkirina xebatên di warê fîzîk û kîmyayê de fêhm dike. [2014 aydogan_bere] Ji ber ko Nobelî di van şaxan de navê xwe li rûpelên dîrokê kolandiye. [2015 aydogan_bere] Lê ya herî balkêş jî ev e ko mirovê wekî qiralê barûtê tê naskirin, ji bo çi dana xelata aştîyê û ya edebîyatê xistiye wesîyetnameya xwe? [2016 aydogan_bere] Çêkirina topên herbê û xelatkirina xebatên aştîyê, li ba min pirseke ko hîn bersiva xwe nedîtiye, lê her çi dibe, bila bibe, xelatkirina xebata aştîyê, biryareke pîroz e û ev xelat bi xwe jî ji bo karê aştîyê, tesîreke mezin dike. [2017 aydogan_bere] Min ji bo entreseya Nobelî ya di warê edebîyatê de rûpelên pirtûkên eleqedar, piçekî tev dan. [2018 aydogan_bere] Min dît ko Alfred Nobelî hîn di 18salîya xwe de bi zimanê ingilîzî helbest nivîsandinin. [2019 aydogan_bere] Ji xwe, wî bi pênc zimanan (swêdî, rûsî, almanî, ingilîzî û fransî) pir baş dizanîbû. [2020 aydogan_bere] Hin berhemên wî yên şaxên edebîyatê yên cuda netemamkirî manin. [2021 aydogan_bere] Di nav çend romanên wî yên neqedîyayî de, ev herdu roman jî henin; romana wî ya bi navê »Xwişkê« û ya bi navê »Li Efrîkaya Herî Ronî«. [2022 aydogan_bere] Lê tev hemû hewildan û xebatên wî yên cuda jî li dijî çêkirina barût û dînamîtê, dengên protestoyê kêm nebûn. [2023 aydogan_bere] Nivîskarê Swêdê yê herî mezin August Strindberg di helbestekê de êrîşî Alfred Nobelî dike. [2024 aydogan_bere] Di wira de îdîa dike ko keşfa Nobelî dikare dinyayê di bûyereke trajîk de wêran bike (August Strindberg ji ber îdealên xwe û ji ber vê helwêstê, ji xelata Nobelî ya Edebîyatê, mehrûm hat hiştin). [2025 aydogan_bere] Li gora hinan, Nobelî bi xwe jî zanîbû ko dînamît dikare ji bo wêrankirinê bê bikaranîn, lê felsefeyeke wî ya weha hebû; materyalên wêrankirinê çi qasî zêde bibin, şertê herbê jî ew qasî kêm dibe. [2026 aydogan_bere] Mirovatî piştî Alfred Nobelî, bi felsefeyên weha re rû bi rû bû, lê tu tiştî nikarîbû rê li herdu herbên cîhanê bigirtaya. [2027 aydogan_bere] Her ko malzemeyên xerabkirin û ji ortêrakirinê bêtir bûn, rîska ko dinya ji ortê rabe ew qasî zêde bû; mirovatîyê xwe ew qasî di talûkeyê de his kir. [2028 aydogan_bere] Di 10ê Çileya Pêşîn ya 1896an de dema Nobelî wefat kir, şîrketa almanî ya navdar KRUPPê patenta raketan wergirt û mirovatîyê di pêvajoya herba cîhanê ya duyem de bi çavên xwe dît, bê Bombeyên-Vyê jîyan çawa dida ber xwe û berhemên keda mirovatîyê çawa hildiweşandin. [2029 aydogan_bere] Xelatên Nobelî [2030 aydogan_bere] Alfred Nobelî di 1896an de wefat kir, lê fikra wî ya di warê xelatan de ancax di 1901ê de ket jîyanê. [2031 aydogan_bere] Destûra Weqfa Alfred Nobelî di 1900î de qedîya û weqfê di sala 1901ê de dest bi belavkirina xelatan kir. [2032 aydogan_bere] Di 1897an de malhebûna Nobelî hat tesbîtkirin: 33,2 milyon kron. [2033 aydogan_bere] Piştî bicîhanîna daxwazên mirovên wî û dana baca mîrasê -li Swêdê 1.8 milyon kron, li Fransayê 1,3 milyon kron - ev tibab piçekî daket. [2034 aydogan_bere] Lê di sala destpêkirina xelatan de, ev tibab mîna 27 716 243 kronan hat dîyarkirin. [2035 aydogan_bere] Di 1901ê de her xelatwergirekî/xelatwergirekê 150 782 kron stendin. [2036 aydogan_bere] Lê malhebûna weqfê ya di sala 1993an de digihêje 2,2 milyar kronan û ji ber vê yekê, pereyên ko tên belavkirin jî li gora vê malhebûnê bilind in: 6,7 milyon kron. [2037 aydogan_bere] Her xelatwergirekî/xelatwergirekê li gel dîploma û medalyaya xelatê, 6,7 milyon kron wergirtin. [2038 aydogan_bere] Qaîdeyên xelatê eşkere nin; li gora wesîyenameyê, divê xelatên hemû şaxan ji alîyê miqtarên pereyan ve, mîna hev bin. [2039 aydogan_bere] Di her şaxêkî de Komîteya Nobelî ya bi wî şaxî ve eleqedar e, dikare xelatekê bi wekhevî, herî pir ji bo du karan bide, an jî herî pir di nava sê kesan de par ve bike. [2040 aydogan_bere] Ger di şaxekî de tu kes ji bo xelatwergirtina wê salê nehatibe tesbîtkirin, xelata wê salê neqlî sala piştî wê dibe. [2041 aydogan_bere] Ger xelat di sala piştî wê de jî neyê dayîn, divê di fondê bê razandin. [2042 aydogan_bere] Divê her xelatwergir piştî wergirtina xelatê, di nava şeş mehan de konferanseke resmî bide. [2043 aydogan_bere] Xelatwergir xelatên xwe ji destê qiralê Swêdê li »Konserthuset«ê werdigirin. [2044 aydogan_bere] şîv li »Blå hallen«ê tê xwarin û li wê derê, di nava programeke dewlemend de her xelatwergir axaftinekê dike. [2045 aydogan_bere] Xelatwergirên yekem û yên herî dawîyê [2046 aydogan_bere] Navê xelatwergirên ji 1901ê heta 1993an, di nivîseke weha de hilnayê, ji ber vê ez ê bi tenê navên xelatwergirên yekem û yên dawîyê binivîsînim. [2047 aydogan_bere] Di 1901ê de, di warê aştîyê de xelata yekem di nava H. [2048 aydogan_bere] Dunantî (Swîsre) û F. [2049 aydogan_bere] Passyî (Fransa) de hat parvekirin. [2050 aydogan_bere] Di 1993an de jî Xelata Aştîyê di na-va du mirovên Efrîkaya Başûr de di nava yekî sipî û yekî reşik De Klerk û Nelson Mandelayî de hat parvekirin. [2051 aydogan_bere] Xelata Fîzyolojî û Tibê ya di 1901ê de, bû ya E A von Behringî (Almanya) û ya 1993an di nava Richard J Robertsî (Brîtanyaya Mezin) û Philip A Sharpî (DEY) de hat parvekirin. [2052 aydogan_bere] Xelata Fîzîkê ya 1901ê, para W C Rontgenî (Almanya) ket û ya 1993an jî di nava du mirovên emerîkî Russell A Hulseyî û Joseph H Taylorî de hat parvekirin. [2053 aydogan_bere] Di warê kîmyayê de xelatwergirê sala 1901ê, JH van’t Hoff (Hollanda) bû û xelata sala 1993an, di nava Kary B Mulisî (DEY) û Michael Smithî (Kanada) de hat parvekirin. [2054 aydogan_bere] Xelatwergirê edebîyatê yê yekem (1901) ji Fransayê S. [2055 aydogan_bere] Prudhomme bû û yê 1993an jî ji Emerîkayê Toni Morrison. [2056 aydogan_bere] Xelata Aborîyê ya yekem, bû malê R. [2057 aydogan_bere] Frischî (Norweç) û J. [2058 aydogan_bere] Tinbergenî (Hollanda). [2059 aydogan_bere] Xelata Aborîyê ya 1993an jî di na-va du mirovên emerîkî, Robert W Fogelî û Douglas C Northî de hat parvekirin. [2060 aydogan_bere] Xelata Edebîyatê di destpêkê de bûye mijarê minaqeşeyê [2061 aydogan_bere] Xelata ko herî pir bûye mijarê minaqeşeyê, Xelata Edebîyatê ye. [2062 aydogan_bere] Gava ko xwedîyê vê xelatê yê yekem, ji alîyê Akademîya Swêdê ve hat dîyarkirin, di civakê de reaksîyoneke mezin peyda bû. [2063 aydogan_bere] Wê gavê, 42 nivîskar û hinermendên Swêdê li hembera vê biryarê derketin. [2064 aydogan_bere] Di nava wan de August Strindberg, Selma Lagerlöf, Heidenstamî û hwd hebûn. [2065 aydogan_bere] Lev Nikolayeviç Tolstoyê ko di bandeva nivîskarîyê de bû, hatibû jibîrkirin û neh salên wî yên dawîya jîyana wî jî têra xelatwergirtinê nekiribû. [2066 aydogan_bere] Tolstoy di 1910an de, bêyî xelata edebîyatê çavên xwe li dinyaya gewrik digire. [2067 aydogan_bere] Li gelek deverên dinyayê, nivîskar û rojnameyan li ser vê helwêsta Akademîya Swêdê, gelek caran nivîsandin û neheqîya li Tolstoyî û hin hevçaxên wî yên din hatibû kirin, anî zimên. [2068 aydogan_bere] Emile Zolayê pêşevanê naturalîzmê, ji ber îdîayên ko Nobelî ji naturalîzmê nefret dikir û Zola nivîskarekî nebaş didît, ji xelatê mehrûm hat hiştin. [2069 aydogan_bere] Zola piştî belavkirina xelata yekem, ancax salekê li jîyanê ma û di 1902an de wefat kir. [2070 aydogan_bere] Selma Lagerlöf heta 1909an, li benda xelatê sekinî û ancax di wê salê de bû xwedîya xelatê. [2071 aydogan_bere] Welatê ko herî pir xelat wergirtiye; Fransa [2072 aydogan_bere] Fransî welatê xwe navenda edebîyatê dibînin û dana xelata edebîyatê jî mîna mafekî Fransayê dihesibînin. [2073 aydogan_bere] Ji xwe, fransî gelek caran weha dibêjin; ”Xelata Edebîyatê xelateke ko malê Fransayê ye, lê ji terefî Swêdê tê dayin”. [2074 aydogan_bere] Di warê Xelata Edebîyatê de Fransa bi 13 xelatwergiran, welatê ko herî pir xelat wergirtiye; piştî Fransayê, bi 11 kesan Emerîka, bi 9 kesan Brîtanyaya Mezin, bi 6 kesan Almanya û Swêd, bi 5 kesan jî Îtalya tê û hwd. [2075 aydogan_bere] Xelatwergirên Bakur [2076 aydogan_bere] Ji welatên Skandinavyayê (Swêd, Norweç, Danîmarka) li ser hev, 12 kesan û ji welatên Bakur (Skandinavya+ Îzlanda û Fînlandîya) jî 14 kesan xelatên edebîyatê wergirtinin. [2077 aydogan_bere] Ji Swêdê: 1909: Selma Lagerlöf, 1931: E A Karlfeldt, 1951: P. [2078 aydogan_bere] Lagerkvist, 1966: Nelly Sachs (eslê wê ji Almanyayê bû xelat bi S. [2079 aydogan_bere] Agnonê Îsraîlî re par vekiribû), 1974: Eyvind Johnson û Harry Martinson. [2080 aydogan_bere] Ji Norweçê: 1903: B. [2081 aydogan_bere] Bjîrnson, 1920: K. [2082 aydogan_bere] Hamsun, 1928: S. [2083 aydogan_bere] Undset Ji Danîmarkayê: 1917: K. [2084 aydogan_bere] Gjellerup û H. [2085 aydogan_bere] Pontoppidan, 1944: JV. [2086 aydogan_bere] Jensen Ji Fînladîyayê: 1939: FE. [2087 aydogan_bere] Sillanp. [2088 aydogan_bere] Ji Îzlandayê: 1955: HK. [2089 aydogan_bere] Laxness [2090 aydogan_bere] Xelata 1993an [2091 aydogan_bere] Di van çend salên dawîyê de, li dijî biryarên Akademîyê, reaksîyonên mezin xuya nebûnin. [2092 aydogan_bere] Ev jî dide dîyarkirin ko xelatwergirên van salên dawî yê, ji terefî piranîyê ve tên tesdîqkirin û êdî Akademî jî giringîyê bêtir dide lênerînên elîta dinyayê ya kulturê. [2093 aydogan_bere] Di 1986an de Wole Soyinka, di 1991ê de Nadîne Gordîmer, di 1992an de, Derek Walcott û xelatwergira 1993an, Toni Morrison... Nemaze biryarên van hersê salên dawîyê, pireyên di nava elîta dinyayê ya kulturê û Akademîya Swêdê de xurttir kirinin. [2094 aydogan_bere] Di 7ê Mijdarê saet di yekê paşnîvrojê de, rojnamevan, kameramanên kanalên televîzyonan yên cuda li ber derîyê sekreterê Akademîya Swêdê yê daîmî, Sture Allénî bi heyecan guhdarîyê dikin. [2095 aydogan_bere] Sture Allén biryara Akademîyê dide dîyarkirin; xelatwergira 90em, xwedîya 6,7 milyon kronan, di warê xelata edebîyatê de jina 8em û efroemerîkana yekem Toni Morrison e. [2096 aydogan_bere] Li pê hevdu du reşik... Guhdar dixwazin bi pirsên cuda, motîvasyona biryara Akademîyê baştir derxînin ortê; gelo reşikbûna Morrisonê tu rol leyistiye? [2097 aydogan_bere] Bi nivîsandina wê ya bi ingilîzî tu tesîr kiriye? [2098 aydogan_bere] Yekî ko bi Japonî dinîvîsîne, dê çawa bê nirxandin? [2099 aydogan_bere] Gelo ji ber ko ew jin, dengê kesên ko tê eciqandin bû, xelat hat dayin?... Gelek kes şaş dimînin, lê piranî di vê biryarê de li gel xelatkirina şîyana Morrisonê ya edebî, piştgirîya têkoşîna li dijî nîjadperestîyê jî dibîne û ji ber herdu sebeban jî biryarê teqdîr dikin. [2100 aydogan_bere] Ji bo xelatwergirtina îsal, gelek nivîskarên navdar hatibûn pêşnîyarkirin. [2101 aydogan_bere] Tevgera Gel a Aştîyê li bajarê Uppsalayê, ji bo ko Akademîya Swêdê xelata îsal bidaya nivîskara Swêdê Astrid Lindgrenê, berîya ko Akademî biryara xwe ya ji bo îsal bidaya, dest bi berhevkirina îmzeyan jî kiribû. [2102 aydogan_bere] Li gora wan, tu nivîskaran bi qasî Astrid Lindgrenê nav nedaye û pirtûkên tu nivîskaran bi qasî yên wê nehatinin wergerandin (Ez hêvî dikim ko Akademîya Swêdê dê rojekê berîya rojekê, berê xwe bide vê nivîskara ko di dilên temamê zarokên dinyayê de, xwedîya hêlîna herî delal e). [2103 aydogan_bere] Lê hem navdarîya nivîskarên ko hatibûn pêşnîyarkirin û hem jî hewildanên Tevgera Gel a Aştîyê li Uppsalayê, têra tesîra ji bo biryardayînê nekir û Morrisonê bi imtîhaneke serkevtî û bi ked û şîyana xwe ya nivîskarîyê, rê li xelatkirina dengên mirovên reşik vekir. [2104 aydogan_bere] Şopgeran bi saya hêsirên çavan şop gerandin. [2105 aydogan_bere] Bapîrên wê ji Efrîkayê hatin. [2106 aydogan_bere] Ew mîna efroemerîkanekê mezin bû û niha di dinyayê de temsîla Emerîkayê dike. [2107 aydogan_bere] Karwanê koleyan bêre xwe ji Efrîkayê da Emerîkayê. [2108 aydogan_bere] Pêlên bêrîkirinê bilind bûn, bilind bûn...lê tu carê daneketin. [2109 aydogan_bere] Şopgeran bi saya hêsirên çavan şop gerandin. [2110 aydogan_bere] Çemê hêsiran ber bi Emerîkayê ve diherikî. [2111 aydogan_bere] Kana evînê li dû ma, bêrîkirin û dilekî xemgîn xwe da tengala karwên. [2112 aydogan_bere] Bayekî xerib karwan himbêz kir, guvaşt û ji nişka ve berda. [2113 aydogan_bere] Karwên perçe perçe xwe li erdekî nenas danî. [2114 aydogan_bere] Bapîrên Morrison ber bi jîyaneke nû ve hatin ajotin. [2115 aydogan_bere] Qanûna xwezayê li civatê tetbîq dibû; yên xurt yên qels dipelçiqandin. [2116 aydogan_bere] Di wê pêvajoyê de sedemên paşdemayina Efrîkayê veşarti man. [2117 aydogan_bere] Di wê pêvajoyê de şopa kanîyên ko dara dewlemendîya Emerikayê av dida, xuya dibe. [2118 aydogan_bere] Gelên Efrîkayê şîyar bûn, gelên Efrîkayê di ber xwe de da. [2119 aydogan_bere] Li Emerîkayê, koletî resmen rabû û di kûrahîya dîrokê de ji xwe re quncikek peyda kir. [2120 aydogan_bere] Lê di dinyaya hevçax de awayên wê yên cûda, destên xwe yên qirêj ji beskura medenîyetê bernedan. [2121 aydogan_bere] Di çaxa me de jî hewildanên ko ji bo koletîyê li ser mirovên reşik ferz bikin, mîna kabûsan serên xwe hildidin. [2122 aydogan_bere] Dîskrîmînasyona ji ber rengê çermê mirovan, hîn jî mîna problemeke gelek mezin xuya dibe. [2123 aydogan_bere] Bandêrîya mirovên çermsipî hîn jî nehatiye şikenandin. [2124 aydogan_bere] Mirovên reşik, »mirovên sinifa duyem...« Mirovatî û hêzên hevçax ji bo çirandina vî rûpelê reş, di nav hewildanên bêhempa de nin. [2125 aydogan_bere] Morrisona nivîskar û ronakbîr, mîna ûjdan û dengê civatê, di berhemên xwe de diskrîmînasyon, dijîtîyên civatê, karaktera pêvajoya mirovên reşik tê de derbas bûnin, hezkirin, hêvî, hêrs û xezeba mirovan bi şîyana xwe ya edebî û estetîkê distirê, dixemilîne û ji nuh ve pêşkêşî mirovatîyê dike. [2126 aydogan_bere] Gelek mixabin ko em mîna ji tahma xwendina berhemên gelek nivîskarên dinyayê yên din, ji tahma xwendina pirtûkên Morrîsonê ya bi zimanê kurdî jî bêpar in. [2127 aydogan_bere] Mijarên pirtûkên Morrîsonê bi giştî ev in: Jîyana jinên reşik, tahde, zilm û dîskrîmînasyona ko ew rojane rû bi rû dibin... Morrîson ne bi tenê dengê jinên reşik e, ew herweha li ser navê mirovatîyê, yek ji wan rengan e ko alaya li dijî nîjadperestîyê dixemilîne jî. [2128 aydogan_bere] Malbateke reşik a feqir ji ber dijwarîya jîyane ji eyaleta »Alabama«yê berê xwe dide eyaleta »Ohio«yê. [2129 aydogan_bere] Sal 1931 û 18ê Sibatê ye... Li eyaleta »Ohio«yê, li bajarê »Lorain«ê, di nav dijwarî û alozîya jîyanê de zarokek tê dinyayê. [2130 aydogan_bere] Zarokek mîna buxçikeke hêvîyê di himbêza malbatê de; Tonî Morrîson. [2131 aydogan_bere] Navê Tonî Morrîsonê yê esil, Chloe Anthony Wofford e. [2132 aydogan_bere] Zaroktîya wê di nava krîzeke gelekî mezin de derbas bû. [2133 aydogan_bere] Bûyerên ko ew rojane rû bi rû dibûn; feqîrî û dîskrîmînasyona ji ber rengê çermên mirovan bûn. [2134 aydogan_bere] Lê malbata reşik vê hêvîyê mezin dike, dide xwendin û ji bo pêşerojeke ewle, hemû hêza xwe mobîlîze dike. [2135 aydogan_bere] Morrîson pişti xwendina lîseyê, li Washingtonê dest bi Universîteya Howardê dike. [2136 aydogan_bere] Ji xwe, di wê demê de bi tenê reşikan li wê unîversîteyê dixwend. [2137 aydogan_bere] Di sala 1957an de jî li wê unîversîteyê dest bi mamostetîya zimanê îngilîzî dike. [2138 aydogan_bere] Di wê demê de ew û mîmarê jamaîkî Harold Morrîson hevdu nas dikin û piştî demekê, bi hevdu re dizewicin. [2139 aydogan_bere] Ji xwe, wê paşnavê xwe yê nivîskarîyê jî ji mêrê xwe wergirtiye. [2140 aydogan_bere] Morrîson ji destpêkê de bi zimên û edebîyatê ve mijûl dibû, lê di warê romannivîsê de cara yekem di sala 1970yî de bi berhema ko navê wê »Çavên herî şîn« ve derket pêşîya xwendevanan. [2141 aydogan_bere] Ev roman mijara xwe ji çîrokeke wê ya ko di sala 1960î de hatibû nivîsandin, werdigire. [2142 aydogan_bere] Çavên şîn û porên zer nîşanên xweşikbûnê dihatin hesibandin. [2143 aydogan_bere] Ji ber vê yekê, keçeke reşik ji bo ko xweşiktir bibûya, xwe diavêt Xwedê û jê daxwaza çavên şîn dikir. [2144 aydogan_bere] Piştî »Çavên herî şîn«, bi romana »Sula« (1973) meydana edebîyatê rengîntir dibe. [2145 aydogan_bere] Roman li ser bingehê qedera sê nifşên jinan -di navbera salên 1919 û 1965an de- hatiye avakirin. [2146 aydogan_bere] Bi saya vê berhemê, xwendevanên Morrîsonê bi qedera jinên reşik re, raste rast rû bi rû dibe û li şahidîya pêvajoyeke dîrokî rast tên. [2147 aydogan_bere] Di sala 1977an de romanek bi navê »Strana Solomonî« derîyên çapxaneyekê dide alî û berê xwe dide pirtûkfiroşan. [2148 aydogan_bere] Ev romana Morrîsonê bi xusûsîyeteke xwe ve, ji hemû romanên wê yên din cuda ye. [2149 aydogan_bere] Ji ber ko di hemû romanên wê de qehreman jin in, lê di vê romanê de mêr e. [2150 aydogan_bere] Roman li ser bingehê jîyana mêrekî reşik ko dixwaze pêvajoya xwe ya koletîyê ji bîr bike û nasnameyeke nuh bi dest bixîne, hatiye avakirin. [2151 aydogan_bere] Xeyalên reşikekî û hewildanên wî yên ji bo destpêkirina jîyaneke nuh bingehê vê berhemê nin... Ev roman di demeke kurt de bi saya wergêran bi gelek zimanan hat xwendin. [2152 aydogan_bere] Bi »Strana Solomonî« di civatê de minaqeşeyeke pirhêl dest pê kir. [2153 aydogan_bere] Di sala 1981ê de »Bûka reşîqîr« derket; mijareke evînê, evîna »Jadîne«ya xweşik û jîr... [2154 aydogan_bere] Di sala 1987an de îcar romana wê ya bixelat »Beloved« hat weşandin. [2155 aydogan_bere] Morrîson di »Beloved«ê de drama jina reşik radixe ber çavan ko ji keça xwe pir hez dikir û ji ber vê yekê jî ji bo ko ew mîna koleyekê nejîyaya û ezabê ji ber vê jîyanê nekişîndaya, wê dikuje. [2156 aydogan_bere] Tesîrên vê bûyerê, li ser jina reşik a ko keça xwe dikuje, bi salan dom dike. [2157 aydogan_bere] »Beloved« di sala 1987an de xelata Pulitzer werdigire û rêya hilkişandina ber bi bandeva edebîyatê ve bêtir rohnî dibe. [2158 aydogan_bere] Di sala 1992an de jî romana »Jazz«ê derdikeve. [2159 aydogan_bere] Drameke bêqehreman, drameke ko bi tenê qurban tê de henin... Jîyaneke ko ji tarîtîya sedsala 18an, ji erdên pembo, ji başûrên welêt xwe digîhêjîne Newyorka 1920î, taxên reşikan... [2160 aydogan_bere] Sal 1993, »Xelata Nobelî ya Edebîyatê« û Morrîson pijaka hêvîyê... [2161 aydogan_bere] Morrîson jineke 62salî, li Unîversîteya Princetonê profesora edebîyatê, dêya sê zarokan û kedeke bi xelata Nobelî ve xemilandî ye... [2162 aydogan_bere] Bapîrên wê ji Efrîkayê hatin. [2163 aydogan_bere] Ew mîna efroemerîkanekê mezin bû û niha di dinyayê de temsîla Emerîkayê dike. [2164 aydogan_bere] Rexnegir û lêkolînerê edebîyatê »Clayton Riley«ê ko li »New york Times«ê dixebite, weha dibêje: » Em bi saya Xelata Nobelî dikarin ji dinyayê re bibêjin ko binihêrin, li vira jineke reşik heye, jineke reşik ko Emerîka bi çavên xwe dîtiye.« [2165 aydogan_bere] Hêzên nîjadperest xelatwergirtina jineke reşik hezm nakin, lê piranîya otorîteyên edebîyatê, li hembera hêjayîya berhemên pijaka kul û derdên civaka reşik, ewrên reş ên ko xwe bera ser pêşeroja wan didin, hêvî û daxwazên wan, serên xwe tewandin û da xuyakirin ko Xelata Nobelî di derîyê ko divîyabû lê bixistaya re derbasî hindur bûye. [2166 aydogan_bere] Morrîsonê piştî îmtîhaneke mezin ev xelat heq kir. [2167 aydogan_bere] Îsal, raqîbên wê, nivîskarên gelek navdar bûn: Ji Emerîkayê Thomas Pynchon û Joyce Carol Dates, ji Brîtanyayê V.S. [2168 aydogan_bere] Naipaul û Doris Lessing, ji Îrlandayê Seamus Heaney, ji Belçîkayê Hugo Claus, ji Kanadayê Margaret Atwood, ji Fransayê Marquerite Duras û Nathalie Sarraute û ji welatê çekan jî Mîlan Kundera ew kes bûn ko ji bo xelata îsal, minaqeşeya li ser wan heta dawîyê berdewam bû. [2169 aydogan_bere] Ji sala 1901ê û bi vir de heta 1993yan, heft jinan bi tenê Xelatên Nobelî wergirtibûn: Selma Lagerlöf, Grazia Deledda, Sigrid Unsdet, Pearl S. [2170 aydogan_bere] Buck, Gabriella Mistral, Helly Sachs û Nadîme Gordîmer. [2171 aydogan_bere] Jina 8an jî Tonî Morrîson e. [2172 aydogan_bere] Xelatawergirtina Morrîsonê, di warê hewildanên ji bo şikandina desthilatdarîya mêran ya di warê Xelata Nobelî de gaveke ber bi pêş de ye; ji bo nîjadperestan derbeke mezin e û ji bo ko mirovatî karibe xwe ji nîjadperestîyê rizgar bike jî îmkaneke xurt û nuh e. [2173 aydogan_bere] Mirovekî 56salî û porsipî berîya niha bi çendakî, çenteyê xwe yê rêwîtîyê avêtibû pişta xwe û bi jina xwe re berê xwe dabû dinyaya giravan. [2174 aydogan_bere] Ne numareyeke telefonê li dû xwe hiştibû û ne jî tu navnîşan. [2175 aydogan_bere] Ji xwe, wê gavê tu kesî jî meraqeke weha nekiribû; ne bi keça wî Catherinayê re, ne jî bi kurê wî Charlesî re meraqeke weha peyda bûbû. [2176 aydogan_bere] Heta, gava resepsîyonîsta otêla Maiotisê ya li bajarê Spartayê ji bo wî, jina wî Marie û malbateke din a ko hevaltîya wan dikir li otêlê cîh veqetandibû jî mîna her mişterîyî bi wan re dabû û stendibû. [2177 aydogan_bere] Ji bo pêywendîyeke taybetî, tu pêwîstî nehatibû dîtin. [2178 aydogan_bere] Çar pirtûkên wî yên ko bi wergera Roy Isakssonî ve pêşkêşî xwendevanên Swêdê bûbûn, bêyî ko hayê wan ji prosesa wergerandina ya pêncan hebe û bêyî ko zanibin wergera ya pêncan ancax dê di sala 1996an de biqede, di refikên pirtûkfiroşan de bêyî ko baleke ew qasî mezin bikişîne, bi aramî rêzkirî mabûn. [2179 aydogan_bere] Pirtûkxaneyên bajarên Swêdê yên cuda û nemaze yên bajarê Stockholmê heta wê saetê, ji bo xwendina pirtûkên wî bi daxwazeke weha xurt rû bi rû nebûbûn. [2180 aydogan_bere] Gava ji Dublinê hereket kiribû û ber bi dinyaya giravan ve firîyabû jî tu kesî eleqedarîyeke weha zêde nîşanî wî nedabû. [2181 aydogan_bere] Çûna wî, mîna bûyerekê nehatibû dîtin; ne di nava rûpelên tu rojnameyan de hatibû dîtin û ne jî di tu radyoyan de hatibû bihîstin. [2182 aydogan_bere] Lê veger... vegera wî... Gelo ji bo çi vegera wî ji nişka ve bûbû bûyereke ko ne di sînorên Îrlandayê de hildihat û ne jî di yên hemû Ewrûpayê de? [2183 aydogan_bere] Gelo çima ev veger bi derbekê re bûbû cîhanî? [2184 aydogan_bere] Akademîya Swêdê, malbata wî û rojname, radyo û televîzyonên dinyayê seferber bûbûn. [2185 aydogan_bere] Heta, polîs jî ji bo tesbîtkirina cîhê wî, bi hemû îmkanên xwe dixebitîn. [2186 aydogan_bere] Çi bû, wê rojê bû. [2187 aydogan_bere] Çi qewimî, wê saetê qewimî. [2188 aydogan_bere] Roj roja pêncşemê bû, tarîx 5ê meha 10an bû. [2189 aydogan_bere] Mîlên saetê yeka paşnîvro nîşan dida. [2190 aydogan_bere] Ewrekî mahdtirş xwe bera ser bajarê Stockholmê dabû. [2191 aydogan_bere] Çilapekên baranê tev li bayê ko temberîkên şehkirî tev li hevdû dikirin, weke nîşana amadekirina êrîşeke dijwar dihat nirxandin. [2192 aydogan_bere] Lê gava Sture Allénî derî hêdî hêdî vekir û derket pêşîya civata ko bi heyecan û meraqeke mezin dilivîya, ewrê ko xweşikahîya Stockholmê di bin sîya xwe de hiştibû, ji bo êrîşa ko dihat fikirandin, cesareta xwe bi derbekê re wenda kir û mîna ko bibêje, »bibuhurin« bi edayeke poşman çilapekên xwe jî bi paş de vegerandin. [2193 aydogan_bere] Çi bû, gava Sture Allénî dest bi îlankirina biryara Akademîya Swêdê kir, bû. [2194 aydogan_bere] Sipîkêrên radyoyan negîhaştin tiştekî bibêjin. [2195 aydogan_bere] Guh ji bo gotinên Sture Allénî bel bûbûn û herkesî bi heyecan û meraqeke mezin guh dan radyoyan. [2196 aydogan_bere] Çi bû, wê gavê bû. [2197 aydogan_bere] Li ba pirtûkfiroşan pirtûkên navê Seamus Heaneyî li ser bûn, aramîya xwe da alî û refên vala li dû xwe hiştin û di navbera Heaneyî û mirovên ko bi heyecaneke mezin difûrîyan de pirayeke edebî û mirovî ava kir. [2198 aydogan_bere] Yên ko ew li ba pirtûkfiroşan peyda nekir, berên xwe dan pirtûkxaneyan. [2199 aydogan_bere] Çapxaneyan ji bo jinûveçapkirina pirtûkên wî, destên xwe vemaltibûn. [2200 aydogan_bere] Wergêrên gelek zimanên dinyayê, ji bo wergerandinên pirtûkên wî li ser daxwazên berpirsîyarên weşanxaneyan bi kêf difikirîn. [2201 aydogan_bere] Wê gavê, dinya pê hisîyabû ko mirovek bi navê Seamus Heaneyî çûbû gerê. [2202 aydogan_bere] Wê gavê keça wî Catherinayê û endamên malbatê yên din, ji ber ko tu xeber ji bavê wan tune bû, dest bi taswasê kiribû. [2203 aydogan_bere] Gotinên ko bi sêhreke mezin karibin ji nişka ve, hertiştî biguherîne û kilîta derîyê cîhaneke fireh û îmkana qebûlkirin û nasandineke bêhempa bin, çi bûn? [2204 aydogan_bere] Sture Allénî çi got ko jîyana Heaneyî ya sade û gera wî ya bi awayekî aram dom dikir, êdî nema karîbû bi awayê ko hatibûn plankirin bimeşîyana? [2205 aydogan_bere] Akademîya Swêdê »Xelata Nobêlî ya Edebîyatê, ji ber nivîskarîyeke ko ji xweşikahîya lîrîk û kûrahîya exlaqî pêk hatiye û şahaneyên rojane û derbasbûna jîndar derdîxîne ortê, dide helbestvanê Îrlandî Seamus Heaneyî«. [2206 aydogan_bere] Gava Sture Allénî peyiva xwe ya adetî qedand, helbestvanek bi carekê ket rojeva dinyayê. [2207 aydogan_bere] Êdî yên ko ew nas nedikir, ji bo telafîkirina kêmasîyên xwe dest bi civandina agahdarîyên di derheqê vî helbestvanî de kir. [2208 aydogan_bere] Rojnameya ko berîya herkesî xwe bigîhandayê, dê ji yên din bêtir bihataya firotin. [2209 aydogan_bere] Televîzyona ko program li ser çêbikiraya, dê ji yên din bêtir bihataya temaşekirin. [2210 aydogan_bere] Di dîroka Îrlandayê de berîya wî, di 1923´an de William Butler Yeats Xelata Nobêlî ya Edebîyatê wergirt û di sala 1969´an de jî Samuell Becket. [2211 aydogan_bere] Seamus Heaney bi xelata îsal, navê Îrlandayê dîsa derxist pêş û hisên Îrlandayîyan careke din hilkişandin bandevê. [2212 aydogan_bere] Lê gelo Seamus Heaneyê ko cîhan li dû digerîya li kê derê bû? [2213 aydogan_bere] Vî mirovê ko ji îro û pê ve, ne navdar bi tenê bû, herweha bi xelata xwe ya ko bi qasî 7,2 milyon Kronên Swêdî dikir, dewlemend bû jî gelo dê çawa bi milyonerbûna xwe bihataya hisandin? [2214 aydogan_bere] Ger ew bi xwe, ji bo ko li halê mala xwe bipirsîya, bi tesadufî li kurê xwe negerîyaya, belkî heta ko gera wî biqedîyaya jî ew ê bi vê bûyera ko dê tesîreke mezin li ser pêşeroja wî hem wekî mirov û hem jî wekî nivîskar- bikiraya, nehisîyaya. [2215 aydogan_bere] Roja Înîyê, Heaneyê ko hayê wî ji tiştekî tune bû, ahîzeya telefona otêla Karalis Beachê ya li bajarê Pylosê bilind dike û numaraya malê dizîvirîne. [2216 aydogan_bere] Gava kurê wî yê ko bersiva telefonê dide, dengê bavê xwe dibihîse, bi lez û bi heyecan dest bi pirsê dike; [2217 aydogan_bere] Merheba. [2218 aydogan_bere] Ma te bihîstiye? [2219 aydogan_bere] Na. [2220 aydogan_bere] Te Xelata Nobêlî wergirtîye. [2221 aydogan_bere] Bersiva mirovê ko ji ber kêf û heyecana bêsînor, nema zanîbû bê dê çi bigotaya, bi tenê »Na? [2222 aydogan_bere] Na? [2223 aydogan_bere] Na?« bû. [2224 aydogan_bere] Dibe ko bihîstina vê nûçeyê, ji bo dilekî 56salî pir giran bihataya, lê dilê Seamus Heaneyî li hembera vê şoka ko bi bihîstina nûçeyê re peyda bûbû, bi hesasîyeta helbestvanekî xwe paraztibû. [2225 aydogan_bere] Bi danîna ahîzeyê re danûstendinên li otêlê ji binî de hatibûn guhertin. [2226 aydogan_bere] Hemû qedir û qîymetên ko heta wê gavê hatibûn texsîrkirin, bi derengî ba jî piştî bihîstina nûçeya ko di cîhana edebîyatê de olan dabû, bi comerdîyeke mêvanperwer ji nû ve derketibûn ortê û reng dabû danûstendinên roja Înîyê. [2227 aydogan_bere] Personalên otêlê piştî pê hesîyabûn, bê mêvanê wan kî bû, xwastibû bi şampanyayekê pîroz bikin, lê Heaneyî biryara xwe dabû ko bi lez vegere malê . [2228 aydogan_bere] Rojnameya Yûnanî Ethnosê berîya hemû rojnameyên cîhanê xwe gîhand Heaneyî û xwendevanan serê sibehê, di nava rûpelên vê rojnameyê de hisên Heaneyî yên di warê wergirtina xelatê de dîyar bûn, xwendin: »Xelata Nobelî barekî giran e. [2229 aydogan_bere] Îmkana qebûlkirineke bi awayê herî mezin û berfireh pêşkêş dike, lê ji bo berhema bi dû re tê, tirsekê bi mirovî re çêdike. [2230 aydogan_bere] Bêşik jîyana min dê bê guhertin... Ya ko min ditirsîne, bi tenê guhertina hindurîn e, ew guhertina psîkolojîk e ko ev xelat dê bibe sebeb. [2231 aydogan_bere] Lê ez ê ji heqê wê derkevim.« [2232 aydogan_bere] Piştî ko Heaneyî xwe ji destên nûçegîhanên radyo û televîzyonan ên ko li balafirgeha Kalamayê civîyabûn xelas dike, ji bo çûyina Dublinê, vê carê bi helîkopterê tê Atînayê. [2233 aydogan_bere] Gava li Dublinê ji balafirê dadikeve, ma li balafirgehê kî hebû kî tune bû... Lê serokwezîrê Îrlandayê John Bruton ew li balafirgehê bi destê kesî ve berneda û bi dû re herduyan bi hevdû re berê xwe da qesra serokkomar Mary Robinsonî. [2234 aydogan_bere] Heaneyê ko ji balafirgeha Dublinê, wekî mirovekî sade berê xwe dabû dinyaya giravan, ji gera xwe ya nîvcomayî mîna qehremanekî vegerîya Dublinê. [2235 aydogan_bere] Hey sêhra xelatê, te ev hêza ko dinya bi carekê kir keskûsor, ji kê derê anîye? [2236 aydogan_bere] ... [2237 aydogan_bere] Werger hinerek e. [2238 aydogan_bere] Wergêrno, ji bîr nekin ko kurdî erdekî bêav e û hinerê wergerê çemekî boş e diherike! [2239 aydogan_bere] Wergerînin! [2240 aydogan_bere] Pireya danûstendina kulturan [2241 aydogan_bere] Werger yek ji wan pirsan e ko di civaka me de, bi qasî ko tê xwastin ne hatiye minaqeşekirin. [2242 aydogan_bere] Di vî warî de, minaqeşeyeke pirhêl û bisewîye pêwîst e. [2243 aydogan_bere] Ji bo vê yekê, divê mirovên di vê qadê de dixebitin bi awayekî aktîftir beşdarî vê minaqeşeyê bibin. [2244 aydogan_bere] Hêvîya min ew e ko feydeyeke fikirên di vê nivîsê de tên pêşkêşkirin jî bigihêje vê minaqeşeyê (qesda min minaqeşeya wergera kurmancî ye). [2245 aydogan_bere] Ez ji zû de difikirîm ko li ser wergerê û rola wê xebateke berfirehtir bikim. [2246 aydogan_bere] Min di destpêkê de nedixwast, ez qîma xwe bi nivîsekê bi tenê bînim. [2247 aydogan_bere] Ji ber ko li gora min, hinerê wergerê divê bi her awayê xwe ve û bi detay bê nivîsandin. [2248 aydogan_bere] Lê berfirehîyeke weha di çarçoveya vê nivîsê de hilnayê ko ji bo kovarekê hatiye nivîsîn. [2249 aydogan_bere] Loma jî divê mirov di destpêkê de bizanibe ko nivîseke weha dê nebe bersiva gelek tiştan. [2250 aydogan_bere] Lê tevî vê jî ez ê hewil bidim, da di vî warî de ji nav tiştên giring, ên herî giring hilbijêrim û bi awayekî weha li ser wan rawestim ko di çarçoveya vê nivîsê de hilên. [2251 aydogan_bere] Werger pêwîstîyek e. [2252 aydogan_bere] Werger bersiva pêwîstîyekê ye. [2253 aydogan_bere] Ji gava ko mirovahî bi vê xusûsîyeta wergerê hisîyaye û heta niha, ev pêwîstî zêde bûye û kêm nebûye. [2254 aydogan_bere] Werger û rola ko wergerê di pêşveçûna ziman û edebîyata neteweyekî de, ya rastî bi giştî di pêşveçûna çanda neteweyekî de leyiztiye, hertim bûnin mijarên minaqeşeyê. [2255 aydogan_bere] Gelek netewe bi vê xusûsîyet û tesîra wergerê hisîyanin û loma jî wan giringîyeke mezin daye vî hinerî. [2256 aydogan_bere] Werger di navbera du kulturan de pireyeke pir xurt û giring e; di eynî wextê de, rêya dîyaloga kulturan e. [2257 aydogan_bere] Ew meydana pêywendîyên kulturên cuda firehtir dike. [2258 aydogan_bere] Werger di warê dewlemendkirina ziman û kulturan de jî xwedîya [2259 aydogan_bere] fonksîyoneke mezin e. [2260 aydogan_bere] Zimanê ko bû mijarê wergerê, êdî nema dikare mîna berê bimîne. [2261 aydogan_bere] Ji ber ko werger zorê dide sînorên zimanan û firehbûnê li ser wan ferz dike. [2262 aydogan_bere] Neteweyên ko hayên wan ji vê yekê henin, ji bo ji nîmetên vî hinerî feydeyê bibînin, carinan seferberîyên mezin îlan kirinin. [2263 aydogan_bere] Ger em dûr neçin, em dikarin nimûneya Tirkîyeyê bidin. [2264 aydogan_bere] Piştî ko Komara Tirkîyeyê ava bû, wezîrê kulturê di serî de, ji bo wergera klasîkên dinyayê seferberîyeke mezin dest pê kir. [2265 aydogan_bere] Bi saya vê helwêstê û hewildanên wê demê, di hindurê pêvajoyê de, berhemên Dostoyevskî, Tolstoy, Şolohov, Hugo, London, Stenberg, Gonçarov, Homeros, Voltaire û hwd hatin wergerandin. [2266 aydogan_bere] Ancax piştî wê, li Tirkiyeyê ji bo pêşdeçûna bi giştî edebîyatê û bi taybetî jî romanê, zemîneke pir baş peyda bû. [2267 aydogan_bere] Û îro ger edebîyata tirkî gîhaştibe qonaxekê, di vê yekê de para wergerê pir mezin [2268 aydogan_bere] e. [2269 aydogan_bere] Gelo îro, Shakespeare, Zola, Çehov, Dostoyevskî, Gogol û bi hezaran mirovên din, bi tirkî tune bûna, rewşa vê edebîyatê dê çawa bûya? [2270 aydogan_bere] Bala xwe bidin cîhanîbûna berhemên nivîskarên Swêd û Norweçê. [2271 aydogan_bere] Ez meraq dikim, ger ne bi xêra wergerê bûya, hayê kê dê ji berhemên Strindbergê swêdî çêbûbûya ko bi zimanê heyşt milyon mirovan (gava Strindberg sax bû, nifûsa Swêdê pir kêmtir bû) bi tenê hatinin nivîsandin. [2272 aydogan_bere] Gelo mirovên din karîbû îmkana xwendina berhemên wî bi dest bixista? [2273 aydogan_bere] Gelo ew ê li dinyayê ew qasî bihataya naskirin? [2274 aydogan_bere] Bi ya min, na! [2275 aydogan_bere] Ev giş bi xêra wergerê bûnin. [2276 aydogan_bere] Heger ne weha bûya, ji bo xwendina berhemên Strindbergê li vê quncika bakurê dinyayê, divîyabû hemû mirovên bi zimanê berhemên wî nizanîbû, fêrî swêdî bûbûna. [2277 aydogan_bere] Ev ji bo Norweça ko nifûsa wê ji ya Swêdê jî kêmtir e, her weha ye. [2278 aydogan_bere] Knut Hamsun dîsa ne ji ber ko berhemên wî bi norwecî hatibûn nivîsandin, lê bi saya wergerên wan ên zimanên dinyayê yên din, bû beşekî jîyana herkesî. [2279 aydogan_bere] Na na, bi tenê mirovên Norwecê û kesên din ko fêrî norwecî bûbûn, dê berhemên Hamsun bixwendana. [2280 aydogan_bere] Vê yekê jî Hamsun nedikir malê dinyayê. [2281 aydogan_bere] Lê niha em dibînin ko ne Strindberg di çarçoveya Swêdê de maye û ne jî Hamsun di ya Norweçê de. [2282 aydogan_bere] Herdu jî bi saya wergerê, bûnin malên dinyayê û nivîskarên cîhanî. [2283 aydogan_bere] Hin şaş tê digihêjin, dibêjin qey gava piranîya hevwelatîyên deverekê bi zimanên biyanî zanibin, pêwîstîya wergerê namîne. [2284 aydogan_bere] Ger weha bûya, divê Swêd yek ji wan welatan bûya ko werger lê pir kêm dihat kirin. [2285 aydogan_bere] Lê gava em bala xwe didinê, em dibînin; tevî ko piranîya swêdîyan bi çend zimanan dizanin jî li Swêdê, hejmara berhemên ko hersal werdigerin swêdî, gelek caran ji yên swêdî bi xwe, zêdetir e. [2286 aydogan_bere] Ev yek jî tesîreke mezin li edebîyata swêdî dike. [2287 aydogan_bere] Ji ber vê yekê, hin swêdî bi heq dipirsin: Gelo edebîyata Swêdê bê wergerên Shakespeare dê çawa bûya? [2288 aydogan_bere] Bifikirin, ger em hemû klasîkên dinyayê wergerînin kurdî [2289 aydogan_bere] Hinerê wergerê di jîyana gelên cîhanê de roleke pir êrênî leyiztiye. [2290 aydogan_bere] Lê kurmancîya me heta niha jî bi qasî ko tê xwastin, an bi qasî ko heq kiriye, para xwe ji vî hinerî wernegirtiye. [2291 aydogan_bere] Em di vî warî de jî dereng manin. [2292 aydogan_bere] Ji ber vê yekê, ji bo werger di jîyana kurdan de jî rola xwe ya biderengketî bileyize û di warê pêşveçûna ziman û edebîyata kurdî de, tesîra xwe bide xuyakirin, divê em vê qada jîyanê ya ko mîmarîyeke dîyaloga kulturan dixwaze, bi hosteyî bi kar bînin û ji nîmetên wê sûdê werbigirin. [2293 aydogan_bere] Ji her neteweyî bêtir, pêwîstîya neteweyê me bi wergerê heye. [2294 aydogan_bere] Werger li dijî asîmîlasyonê jî çekeke me ya xurt e, lê em qîmeta vê çekê, hê jî bi qasî ko pêwîst e, nizanin. [2295 aydogan_bere] Divê em hewil bidin, da em hemû klasîkên dinyayê wergerînin kurdî. [2296 aydogan_bere] Bifikirin, ger hemû klasîkên dinyayê bi kurdî hebin, gelo rewşa ziman û edebîyata me dê çi qasî bê guhertin? [2297 aydogan_bere] Gelo piştî peydabûna îmkanin weha, rewşa hin warên ko em xwe tê de qels dibînin, an em ji kêmanîyan gazindan dikin, dê çawa be? [2298 aydogan_bere] Li gora bawerîya min, me kurdan heta niha ji fonksîyona wergerê, bi qasî ko tê xwastin feyde nedîtiye û divê em vê yekê, weke kêmanîyeke mezin qebûl bikin. [2299 aydogan_bere] Divê em hewil bidin û heta ji destên me bê, giringîya wergerê aktuel bikin û di warê rola wê de bêtir şîyar bin. [2300 aydogan_bere] Minaqeşeya pirsa wergerê di civaka me de, ne kevin e. [2301 aydogan_bere] Hêvîya min ew e ko ev minaqeşe dê bi sewîye bê birêvebirin, da encama ko tê xwastin, jê bê wergirtin. [2302 aydogan_bere] Ji ber vê yekê, ez dîsa dubare dikim ko divê ev pirs bi gelek alîyan ve bê minaqeşekirin û mirovên me di derheqê efekta wergerê de, baş bên agahdarkirin. [2303 aydogan_bere] Em pireyan dibînin, lê hosteyên pireyan nabînin [2304 aydogan_bere] Di hemû demên dîrokê de, mirov dikare bi hêsanî bibîne ko neheqîyeke mezin li wergêran dibe. [2305 aydogan_bere] Em dibêjin ko ji bo ziman pêş de biçin, werger zorê dide sînorên wan. [2306 aydogan_bere] Em dibêjin ko dîyaloga kulturan, an pireya navbera kulturan, bi saya wergerê mumkun bûye. [2307 aydogan_bere] Baş e, gelo ev bi xwe çêdibin? [2308 aydogan_bere] Ma ne avakarên vê pireyê û vê dîyalogê henin? [2309 aydogan_bere] Ew jî wergêr in; mirovên ko bi vî karê giring mijûl dibin û şîyana xwe dixin xizmeta dîyaloga kulturan... Lê gelek caran, tu kes ji me wergêran nabîne. [2310 aydogan_bere] Em behsa rola wergerê dikin, lê wergêr nayê minaqeşekirin. [2311 aydogan_bere] Em pireyan dibînin, lê hosteyên pireyan nabînin. [2312 aydogan_bere] Ji xwe, li gelek welatan navên wergêran nayên zanîn jî. [2313 aydogan_bere] Tevî ko wergêr tesîrên mezin li civakê dikin jî ne xuya nin. [2314 aydogan_bere] Gava ji hinan tê pirsîn jî rûyê xwe diqermiçînin û dibêjin, ma wî/wê çi kiriye? [2315 aydogan_bere] Xelkê nivîsîye û wî/wê jî wegerandiye. [2316 aydogan_bere] Ma tu dibêjî qey dinya fetih kiriye. [2317 aydogan_bere] Ez li dijî vî awayê têgîhiştinê derdikevim û vê yekê weke neheqîyeke mezin îlan dikim. [2318 aydogan_bere] Ew mirov ji bîr dikin ko ew bi saya wan wergêrên ko ew bi hêjayîya karên wan zêde nizanin, dikarin di ser pireyên ko wan ava kirinin re derbas bibin û xwe bigîhinin çandên gelên cuda. [2319 aydogan_bere] Ev neheqîyek e ko li wergêran tê kirin. [2320 aydogan_bere] Ji bo nemana neheqîya di vî warî de jî minaqeşeyên weha giring in. [2321 aydogan_bere] Septuaginta û dîroka wergerê [2322 aydogan_bere] Di dîroka çand û zimên de, cîhekî wergerê yê pir giring heye. [2323 aydogan_bere] Ji xwe, dîroka wergerê vê yekê bi awayekî pir zelal nîşan dide. [2324 aydogan_bere] Di pêşveçûna zimanê wergerê de jî roleke wergerê ya berbiçav heye. [2325 aydogan_bere] Gelo hinerê wergerê çawa dest pê kir? [2326 aydogan_bere] Pirtûka ko cara yekem hat wergerandin, kîjan e û ev li ko pêk hat? [2327 aydogan_bere] Li gora nivîsa Andrê Lefereve ko yek ji wan beşên pirtûka Lars Kleberg (Bi gotineke din) e, dîroka wergerê li welatên rojavayî, bi wergera Ahîda Kevin dest pê kiriye. [2328 aydogan_bere] Li gora eynî nivîsê, desthilatdarê Misirê Ptolemaiosê Duyem dibîne ko li kolonîyên Misirê, xelk êdî nema dikare Ahîda Kevin bi zimanê orîjînal bixwîne. [2329 aydogan_bere] Ji ber vê yekê, ji Qudusê dixwaze ko Ahîda Kevin wergere zimanê grêkî. [2330 aydogan_bere] Li gora ko tê gotin; ji bo vî karî, 70 kes ji Qudusê diçin Îskenderîyeyê. [2331 aydogan_bere] Her yek ji wan dikeve hicreyekê û heta ko wergerê diqedînin jî pêywendîyên wan bi hevdu re çênabin. [2332 aydogan_bere] Di dawîyê de, Septuaginta werdigere zimanê grêkî û bi vî awayî li Rojavayê dîroka wergerê jî dest pê dike. [2333 aydogan_bere] Di derheqê tarîxa wê de, agahdarîyeke zelal tune ye; li hin deveran bi texmînî, behsa BZ (Berîya Zayînê) salên 200î tê kirin û hin jî dîsa bi texmînî dibêjin; salên BZ yên navbera 300-100î. [2334 aydogan_bere] Septuaginta navê wê pirtûkê ye ko hatiye wergerandin. [2335 aydogan_bere] Septuaginta bi zimanê latînî, tê mahneya 70yî. [2336 aydogan_bere] Ji ber ko 70 wergêrî ev pirtûk wergerandiye, bi latînî jê re dibêjin; ”Septuaginta”. [2337 aydogan_bere] Li gora agahdarîya eynî nivîsê, ev pirtûka ha, pirtûka yekem e ko hatiye wergerandin. [2338 aydogan_bere] Ji Septuagînta û pê ve, werger di dîroka geşbûna medenîyetan de, dest bi tesîra xwe ya bêhempa dike. [2339 aydogan_bere] Ger em bala xwe bidin edebîyata romayî ya klasîk, em ê bibînin ko ger ne efekta wergerê bûya, belkî ew ê bi vê îhtîşama xwe peyda nebûya. [2340 aydogan_bere] Ji ber ko ev lîteratur bi awayekî xurt li ser bingehê wergera ji zimanê grêkî geş bû. [2341 aydogan_bere] Latînî bi saya wergerên ji grêkî gul veda. [2342 aydogan_bere] Loma mirov dikare bi hêsanî bibêje bike ko di avakirina medenîyeta Ewrûpayê de, keda wergêran roleke bingehî ye. [2343 aydogan_bere] Ev jî dîyar dike ko hinerê wergerê ne bi tenê îroj, herweha ji dema wergera Septuagîntayê û vir de ye ko bi keda xwe beşdarî xurtkirin û geşkirina medenîyetê dibe. [2344 aydogan_bere] Gava dêrê li Ewrûpayê bi qaîde, bi şertên xwe yên taybetî û bi qedexebûnê zor da vî hinerî, an rê li ber geşbûna wî girt, wergerê li Rojhilata Navîn îmkanên pêşdeçûnê peyda kirin. [2345 aydogan_bere] Ji dema helwêsta dêrê ya ko Ewrûpa kir girtîgeha rewşenbîrîyê û pê ve, berhemên fîlozofên grêkî wergerîyan zimanê suryanî û farisî. [2346 aydogan_bere] Gava Ewrûpa di destê tarîtîya çaxa navîn de, ne di tu halî de bû, şewqa hinerê wergerê li Rojhilata Navîn belav dibû. [2347 aydogan_bere] Berhemên zaneyên grêkî û di serî de yên Arîstoteles, ancax piştî geşbûna misilmanîyê û desthilatdarîya ereban û danûstendinên ewrûpayîyan û zaneyên ereban, dîsa bi saya wergerê li Ewrûpayê belav bûn û beşdarî amadekirina şertên ronesansa rojavayî bûn. [2348 aydogan_bere] Ji xwe heta wê çaxê, ereban hemû nivîsên Arîstoteles wergerandibûn zimanê erebî. [2349 aydogan_bere] Ji ber vê yekê, ewrûpayîyan di demeke dirêj de, hin berhemên wî ji zimanê erebî, hin jî ji zimanê grêkî wergerandin latînî û bi vî awayî, piştî demeke dirêj, hemû nivîsên wî li Ewrûpayê berdest bûn. [2350 aydogan_bere] Ji wê demê û vir de ye ko werger di pêşveçûna çanda ewrûpayî de, roleke sereke dileyize. [2351 aydogan_bere] Dîroka pêşdeçûna edebîyata swêdî jî şahida wê ye ko hinerê wergerê li bakurê dinyayê jî roleke pir giring leyiztiye. [2352 aydogan_bere] Li gora nivîsa Lars Wollin (Wergera li Swêdê), wergerê di mahneya xwe ya nûjen de, bi Wehîyên Bîrgîttayê dest pê kiriye. [2353 aydogan_bere] L. [2354 aydogan_bere] Wollin di nivîsa xwe ya “Ji Bîrgîttaya Pîroz heta Barbara Cartlandê” de jî îstatîstîkên wergerên sê peryodan; 18661870, 1926-30, 1986-1990 dide ber hevdu. [2355 aydogan_bere] Hemû jî pexşan in. [2356 aydogan_bere] Li gora agahdarîyên wî, di peryoda 1866-70yî de, li Swêdê 213 berhemên edebî hatinin wergerandin. [2357 aydogan_bere] Di peryoda 1926-30yî de, ev hejmar gîhaştiye 1490î û Di peryoda 1986-90î de jî 5 500 berhem hatinin wergerandin. [2358 aydogan_bere] Di eynî nivîsê de, îstatîstîkên berhemên ko zimanê wan î orîjînal swêdî ye jî tên dayin: Di peryoda 1866-70yî de, li Swêdê 187, di peryoda 1926-30yî de 1120 û di peryoda 1986-90î de jî 1 500. [2359 aydogan_bere] Yanî di 1866-70yî de, ji sedî 53yên hemû lîteratura swêdî (%53) werger bûn; Ev di 1926-30yî de, ji sedî pêncî û heft (%57) in û di 1986-90î de jî ji sedî heftê û neh in (%79). [2360 aydogan_bere] Zimanê reqeman heye, ew bi xwe dipeyivin. [2361 aydogan_bere] Ji ber vê yekê, mirovên dibêjin ko hema hema nêvîyê kultura Swêdê werger e, ne neheq in. [2362 aydogan_bere] Werger îro jî dewreyeke mezintir dileyize. [2363 aydogan_bere] Dîrok dîyar dike ko pêwîstîya mirovan hertim bi wergerê hebûye. [2364 aydogan_bere] Lê ev pêwîstî di tu demên dîrokê de, bi qasî niha derneketiye pêş. [2365 aydogan_bere] Her çi qasî hin dibêjin ko herkes bi çend zimanan dizanin, ji ber vê yekê rola wergerê dê di civaka nûjen de pir kêm bibe û heta pêwîstîya mirovan dê bi wergerê nemîne jî em di jîyanê de dibînin ko berevajîya wê, yanî pêwîstîya wergerê her ko diçe zêdetir dibe û kêm nabe. [2366 aydogan_bere] Îro bi tenê di nav sînorên Yekîtîya Ewrûpayê de, wergera ko herroj dibe, bi tu demên dîrokê re nikare bê miqayesekirin. [2367 aydogan_bere] Loma jî mirov dikare bi hêsanî bibêje ko werger di pêşveçûna Yekîtîya Ewrûpayê de roleke giring dileyize û projeya Yekîtîya Ewrûpayê jî ji bo geştirbûna hinerê wergerê îmkaneke mezin e. [2368 aydogan_bere] Fikira li ser wergerê her hatiye guhertin [2369 aydogan_bere] Fikira li ser wergera ko bi Septuagîntayê dest pê kir, di pêvajoya dîrokê de her hatiye guhertin. [2370 aydogan_bere] Demek hebû ko tiştê ji wergêrî/ê dihat xwastin, ew bû ko divê werger bi awayekî bihataya kirin, da xwendevan bikaribin di wê nivîsê de, xwe bibînin û nas bikin. [2371 aydogan_bere] Ji ber vê yekê, wergêrî/ê karîbû teksta orîjînal ji binî de biguherta, da xwendevanên wê demê bi hêsanî tê bigîhêjin. [2372 aydogan_bere] Yanî karê wergerê, li gora hêvî û daxwazên xwendevanan dihat kirin. [2373 aydogan_bere] Lê demek hat ko durustîya bi tekstê û stîla orîjînal re bêtir derket pêş. [2374 aydogan_bere] Armanc ew bû ko xwendevan têkevin jîngeheke biyanî û bi awayê bikaranîna zimên ya guhertî re rû bi rû bibin. [2375 aydogan_bere] Niha jî di warê wergerê de lênerînên pirî cuda henin. [2376 aydogan_bere] Hin dibêjin ko divê werger eynî gotinê bide; li gora hinin din, divê eynî fikirê bide. [2377 aydogan_bere] Tew hin dibêjin, gava ko mirov wê bixwîne, divê mirov pê nehise ko werger e, lê hinin din jî qîma xwe bi vê nînin û dibêjin ko divê weke wergerekê be. [2378 aydogan_bere] Hin henin jî giringîyê bêtir didin stîla orîjînalê û hwd... [2379 aydogan_bere] Bi giştî kategorîyên wergerê [2380 aydogan_bere] Hin kategorîyên nivîs û wergerê henin. [2381 aydogan_bere] Gava mirov wergerê dabeş dike, li gora hin pîvanan, wê dike gelek beşan. [2382 aydogan_bere] Pîvana li gora qalîteya nivîsê, yek ji wan e. [2383 aydogan_bere] Di vê kategorîyê, wergera gotinên serbixwe, an fras û hevokên serbixwe heye. [2384 aydogan_bere] Nimûne: “Raweste!”, “Odeya mêvanan”, “Kişandina çixareyê qedexe ye”. [2385 aydogan_bere] Nivîsên ko bi zimanên akademîk, an meslekî hatinin nivîsandin, mîna nivîsên li ser hiqûq, tib, kîmya, komputurê û hwd; nivîsên edebî û helbest û heta wergera axavtinên filîman û hwd jî dikevin vê kategorîyê. [2386 aydogan_bere] Werger li gora pîvanên fonksîyona nivîsê û qada wê jî tê dabeşkirin. [2387 aydogan_bere] Dabeşkirineke din jî heye ko li gora meqseda wergerê, an armanca wergerê tê kirin. [2388 aydogan_bere] Ez naxwazim hemû awayên dabeşkirinê û pîvanên tên bikaranîn, li vê derê binivîsînim. [2389 aydogan_bere] Ji ber ko ev nivîs ji xwe dirêj e, îcar ez naxwazim wê dirêjtir bikim. [2390 aydogan_bere] Lê ez dixwazim bi tenê hin rêzan li ser wê dabeşkirinê binivîsînim ko li gora meqseda wergerê tê kirin. a- aydogan_bere] wergera pragmatîk [2391 aydogan_bere] Di vê wergerê de, ya herî giring mesaj e, naveroka teksta orîjînal e. [2392 aydogan_bere] Yanî agahdarîya ko di tekstê de heye, ya herî giring e. [2393 aydogan_bere] Uslûb û estetîk û hwd li gora naverokê, ne zêde giring in. [2394 aydogan_bere] b- wergera poetîk û estetîk [2395 aydogan_bere] Di vê wergerê de, ziman bi xwe pir giring e. [2396 aydogan_bere] Heta, mirov dikare bibêje ko di wergereke weha de, ziman ji naverokê jî giringtir e. [2397 aydogan_bere] Wergera bi vî awayî, dibe ko ji gelek awayên din dijwartir be. [2398 aydogan_bere] Ji ber ko werger bi xwe hinerekî ”nemumkun” tê dîtin, îcar di nav vî hinerê ”nemumkun” de, wergera poetîk û estetîk a herî ”nemumkun” e. [2399 aydogan_bere] Di vî beşê wergerê de, belkî dijwarîyên herî mezin ji semantîk û morfosyntaktîkê bêtir, ji ber poetolojîya zimanê wergerê peyda dibin. [2400 aydogan_bere] c- wergera etnografîk [2401 aydogan_bere] Di vê wergerê de, wergêr forma zimên weha dike, da xwendevan bikaribin, tam têbigîhêjin. [2402 aydogan_bere] Di vî awayî de, tesîra kulturê gelek e. [2403 aydogan_bere] Ji bo kulturên nêzîkî hevdu, problemên pir mezin peyda nabin, lê ger kultur pirî dûrî hevdu bin, wê gavê, wergêr nikare qîma xwe bi wergera tekstê bi tenê bîne. [2404 aydogan_bere] Divê ew bi îzah û ferhengokê ve xwendin û têgîhiştina naverokê hêsantir bike. [2405 aydogan_bere] d- wergera lingvistîkî û dîdaktîkî [2406 aydogan_bere] Ev awayê wergerê bi piranî, ji bo danberheva zimanên cuda û analîzkirina wan tê bikaranîn. [2407 aydogan_bere] Mirov ji bo vê yekê, nivîsê morfem bi morfem werdigerîne. [2408 aydogan_bere] Ev ji bo miqayesekirina zimanan a ji alîyê strukturê ve, materyalekî baş pêşkêş dike. [2409 aydogan_bere] Nimûne: Küçük kýz Ahmet’in evini gördü. [2410 aydogan_bere] Piçûk keçik Ehmed-GEN mal-POSS-OBJ dît [2411 aydogan_bere] Wergera wê ya normal: Keçika piçûk mala Ehmedî dît. [2412 aydogan_bere] Hin henin ko vê metodê di wergera nivîsên normal de, belkî di yên edebî de jî bi kar tînin û wê gavê tekstên pir ecêb ko di zimanê wergerê de nayên tu mahneyan derdixin ortê. [2413 aydogan_bere] Qesda min ne ew e ko mirov nikare vê metodê bi kar bîne, lê qesda min ew e ko bi vê metodê tu werger pêk nayê. [2414 aydogan_bere] Dibe ko mirov bi vê yekê ferhenga gotinên wê nivîsê derbixîne meydanê, da mirov bikaribe pê zimanê orîjînal fêm bike. [2415 aydogan_bere] Lê divê bê zanîn; nivîsa ko derbikeve ortê, ji wergerê bêtir dê bişibe ferhengokekê. [2416 aydogan_bere] Ji ber vê yekê, divê mirov ji derveyî hin armancên taybetî ko li jorê hatin dîyarkirin, xwe nêzîkî metodeke weha neke. [2417 aydogan_bere] Werger mumkun e [2418 aydogan_bere] Werger ji alîyê teorîyê ve ne mumkun e. [2419 aydogan_bere] Lê di pratîkê de mumkun e. [2420 aydogan_bere] Ger qesd bi wergerê sûretekî ji %100 mîna yê orîjînalê be, yanî ne di warê efektê de, ne di warê stîlê de û ne jî di warê mahneyê de, divê milîm şaş nebe, an jî bi gotineke din, şert ew be ko ne di formê de û ne jî di naverokê de, guhertineke herî piçûk jî çênebe, wê gavê werger ne mumkun e. [2421 aydogan_bere] Lê tevî vê yekê jî dîroka hinerê wergerê şahida mumkunbûna wê ye û em bi xwe jî dibînin ko ev hinerê “nemumkun”, bi xebatên mirovan di pratîkê de mumkun bûye û niha li unîversîteyan mîna ‘ilmekî tê qebûlkirin û xwendin. [2422 aydogan_bere] Ji ber vê yekê, werger hem zanistîyek e û hem jî hinerek e. [2423 aydogan_bere] Lê hinerekî pirî dijwar e. [2424 aydogan_bere] Hinerê wergerê hinerekî taybetî ye. [2425 aydogan_bere] Ew ne bi tenê zanebûnê, an pisporîyekê dixwaze, herweha hewildaneke dijwar, kedeke mezin jî dixwaze. [2426 aydogan_bere] Digel şîyaneke bingehî, cidîyet û berpirsîyarîyekê dixwaze. [2427 aydogan_bere] Ger di nivîsekê de, his û îdyom tune bin, wergera wê hêsantir û mumkuntir e. [2428 aydogan_bere] Ez ê hevokeke zimanekî biyanî wergerînim kurdî. [2429 aydogan_bere] Bila hevoka me weha be: [2430 aydogan_bere] Min di nûçeyên êvara înîyê de bihîst ko spîkêrî got; ”Do nîvrojê, êzingvanîyekî ji gundê Şêbê, hirçeke mezin kuştiye“. [2431 aydogan_bere] Wergera hevokeke weha zêde ne zehmet e. [2432 aydogan_bere] Ez agahdarîyên vê hevokê ji bo analîza naverokê rêz dikim: 1- aydogan_bere] Min di nûçeyan de bihîst 2- Nûçeyên êvara înîyê bûn 3- Spîkêrî got; ”Do nîvrojê, êzingvanîyekî hirçek kuştiye“ 4- Hirç mezin e 5- Êzingvanî ji gundê Şêbê ye [2433 aydogan_bere] Tevî ko ev hevok hevokeke ne zêde zehmet xuya dike jî dîsa li vê derê, çend xal, ya rastî çend feqên piçûk henin ko divê ez bala xwe bidimê, ew jî ev in; ”êvara înîyê“ ”roja pêncşemê” ye û ji ber vê yekê, ”do nîvroj“a di tekstê de, ”nîvroja çarşemê“ ye, ”spîkêr mêr e, êzingvanî mêr e”, lê ”hirç mê” ye. [2434 aydogan_bere] Di vê hevokê de, du lêkerên transîtîv henin û dema herduyan jî dema derbasbûyî ye. [2435 aydogan_bere] Ji ber vê yekê, divê ez li qaîdeyên ”ergatîva split” miqate bim. [2436 aydogan_bere] Êdî piştî ko min rê li ber wendabûna naverokê girt û ji bo feqên rêzimanî tedbîrên pêwîst wergirtin, divê ez li awayê orîjînalê hûr bibim û vê naverokê, bi awayekî nêzîkî awayê orîjînalê bihûnim. [2437 aydogan_bere] Lê divê ev nimûneya besît ya li jorê, me nexapîne ko wergera hevokên edebî yên ji qewla me kurdan, his û îdyom tê de didin çire vîtan jî ew qasî hêsan e. [2438 aydogan_bere] Ji ber ko ev wergera hevokeke zimanê rojane ye û his û îdyom tê de tune nin, mirov dikare bi analîzeke weha besît ji heq wergera wê derbikeve. [2439 aydogan_bere] Lê ferqeke mezin dikare di navbera wergera vê nimûneyê û wergera hevokên çîrok û romanê de hebin û tew helbest bi xwe qet naşibin wê. [2440 aydogan_bere] Şîyarbûna ko ji bo wergera hevokeke weha tê xwastin jî dîyar dike ko werger bi xwe, ne karekî hêsan e. [2441 aydogan_bere] Wergera berhemên edebî û hin sedemên astengîyan [2442 aydogan_bere] Heçî wergera berhemên edebî ye, wergera herî dijwar e. [2443 aydogan_bere] Ji wan jî heçî wergera helbestan e, mirov dikare bibêje ko hema hema ne “mumkun” e. [2444 aydogan_bere] Ji ber ko wergera wan jinûvenivîsandin e, şirovekirin e. [2445 aydogan_bere] Ji xwe, li gora min, ger wergêrên helbestan bi xwe jî ne helbestvan bin, an jî ne ew mirov bin ko şîyana nivîsandina helbestan bi wan re hebe, wê gavê zehmetîya wê pirtir e ko mirov bikaribe wan ji nû ve binivîsîne jî. [2446 aydogan_bere] Tew gava ez li heksametreya grêkî difikirim û wezina hece û arûzê bi bîr tînim, ez di warê wergera vî beşê edebîyatê de, bêhêvîtir dibim. [2447 aydogan_bere] Ev in, dibin sedem ko ez di warê wergera helbestan de bi taswas û dudilî bim. [2448 aydogan_bere] Heçî wergerên roman, çîrok û hwd nin, ger ne bi qasî wergera helbestan bin jî dîsa pir dijwar in. [2449 aydogan_bere] Ji ber ko di van berheman de zimanekî rewan û formulasyonên ko bi hûrbijarî hatinin çêkirin li pêş in. [2450 aydogan_bere] His, heyecan, evîn, bengînîya jîyanê, êş û elem û hwd bi zimanekî xweşik, bi hostetîya hûnandineke estetîk û bi hêz û şîyana teswîreke bedew li pêş çavên xwendevanan tên raxistin. [2451 aydogan_bere] Xwendevan di jîngeha bûyeran de, bi serpêhatîyên lehengan re dibin yek; carinan bi wan re hêrs dibin, carinan bi wan re kul û derdên wan tev radibin, carinan bi wan re di nav hisên ji xweşîya jîyanê dizên vedigevizin û di dergûşa bextîyarîyê de bi dilovanî kil dibin. [2452 aydogan_bere] Reng û ronahîya zimên xwe li hemû nivîsê belav dike û bi hevdu re diçirisin. [2453 aydogan_bere] Jîyaneke pirhêl bi hemû têkilîyên xwe yên civakî, dijîtîyên ji wan dizên û hêjayîyên subjektîf ko taybetîyên mirovbûnê tê de veşartî, xwendevanan ber bi xwe ve dikişîne. [2454 aydogan_bere] Gotin bi meqamên xwe yên di hûnandinê de, bi kirasên xwe yên wî zimanî û girêdanên xwe yên di hevokan de, bi hevdu re derdikevin pêşîya xwendevanan. [2455 aydogan_bere] Di nivîsandineke weha de, taybetîya sembolîzebûnê ne bi tenê di gotin û formulasyonên cuda cuda de, herweha di tevahîya nivîsê de ye. [2456 aydogan_bere] Nivîsên weha, ji alîyê her mirovî ve bi awayekî tê fahmkirin û nirxandin [2457 aydogan_bere] Taybetîyên berhemên edebî yên li jorê jî bi kurtî behsa wan hat kirin, dîyar dikin ko feqên li ber wergêrên berhemên edebî ji yên li ber wergêrên din pirtir û dijwartir in. [2458 aydogan_bere] Ji ber vê yekê ye ko wergera berhemên edebî di nav “hinerê nemumkun” de, “hinera herî nemumkun” e. [2459 aydogan_bere] Loma jî mirov di vî warî de, nikare wergereke bêqusûr bike. [2460 aydogan_bere] Ger werger be, qusûr jî dê tê de hebe [2461 aydogan_bere] Durustîya bi form û naveroka tekstê re şert e, lê min berê jî got; wergereke ji sedî sed weke orîjînalê, dîsa jî tiştekî ne mumkun e. [2462 aydogan_bere] Ji ber vê yekê, divê em li wergera bêqusûr nefikirin. [2463 aydogan_bere] Ger werger be, dê qusûr jî tê de hebe. [2464 aydogan_bere] Îcar li vira divê em dîyar bikin, bê em destûrê ji bo kîjan qusûran didin û kîjan qusûran jî qet qebûl nakin. [2465 aydogan_bere] Yanî ger di wergerê de dê qusûr hebe, kîjan qusûr, an şaşî normal in û kîjan jî ne normal in? [2466 aydogan_bere] Mirov di vî warî de, dikare gelek tiştan bibêje, lê ez ê qîma xwe bi çend nimûneyan bi tenê bînim. [2467 aydogan_bere] Şaşîyeke normal ew e ko gava mirov wergerê bixwîne, bo nimûne; divê mirov wê bi derbekê re ferq neke, yanî ew şaşî ne pir beloq be. [2468 aydogan_bere] Wekî din jî divê ew şaşî, stîla kurdî xerab neke, mahneyan bi temamî neguherîne, an wan nexe kirasekî weha ko mirov nikaribe tê bigîhêje, bê qesd çi ye. [2469 aydogan_bere] Di vî awayê saxtîkirinê de, ger mirov ferhengê bi kar neîne û gotinên wergerê nede ber yên nivîsa orîjînal, ev şaşî dê mîna probleman xuya nebe. [2470 aydogan_bere] Lê gava mirov gotinên wergerê ji girêdanên wan ên hevokan rizgar bike û bi alîkarîya mahneyên wan ên ferhengî bide ber gotinên teksta orîjînal, ev şaşîyên ko di qonaxa xwendineke normal de, mîna probleman dîyar nedibûn, dikarin mîna şaşîyên ko mirov qet nikare qebûl bike, derkevin pêşîya mirovî. [2471 aydogan_bere] Saxtîkirineke weha, ne metodeke pir baş e. [2472 aydogan_bere] Ev mirovan diajo ser şaşîyeke din ko wergerên xwe gotin bi gotin bikin. [2473 aydogan_bere] Lê tevî vê jî gava mirov nivîsek wergerand, heta ko ji mirov bê, divê mirov ji nav hevmahneyên gotinan -çi di warê mahneyên wan ên bi serê xwe û çi jî di warê girêdanên wan ên di hevokan de- ya herî bêtir nêzîkî mahneya gotina nivîsa orîjînal bi hûrbijarî hilbijêre. [2474 aydogan_bere] Mirov bi vî awayî, dikare şaşîyan pir bi sînor bike. [2475 aydogan_bere] Tevî vê yekê, di wergera herî baş de jî şaşîyên leksîkalî dê hebin. [2476 aydogan_bere] Divê werger ji alîyê rêziman, hevoksazî û stîlîstîka kurdîya nivîskî bê nirxandin. [2477 aydogan_bere] Şaşîyên di vî warî de, ji xwe nayên qebûlkirin û ev xusûsîyetên wergerê yên bingehî ji ortê radikin. [2478 aydogan_bere] Lê ji derveyî van, hin şaşîyên din jî henin ko nayên qebûlkirin. [2479 aydogan_bere] Bo nimûne; gava teksta orîjînal teksteke akademîk be û wergêr bibêje, ji bo herkes têbigîhêje, ez ê wê bi zimanekî sivik wergerînim, ez wê gavê nikarim vê şaşîyê qebûl bikim. [2480 aydogan_bere] Carinan jî teksteke zimanê wê ne pir giran, di wergerê de dibe teksteke zimanê wê pir giran. [2481 aydogan_bere] Ez bi xwe nikarim vê yekê jî weke qusûreke normal bibînim û li hemberî wê bi tolerans bim. [2482 aydogan_bere] Nimûneyeke din: Ger di nivîseke swêdî de, bûyerek di sedsala 17an de çêbûbe û wergêr di kurdî de jî bibêje sedsala 17an, wê gavê şaşîyeke pir mezin derdikeve ortê. [2483 aydogan_bere] Ji ber ko swêdî heta ko salên bi hezar û şeş sedî dest pê dikin neqedin, nabêjin sedsala 17an, yanî li ba wan 1699 jî tê de, sedsala 16an e. [2484 aydogan_bere] Gava wan got, sedsala 17an, qesda wan ew e ko salên bi hezar û heft sedî dest pê dikin. [2485 aydogan_bere] Tu kes nikare bibêje ko şaşîyeke weha ne pir xeter e. [2486 aydogan_bere] Li gora min, ev şaşî nayê efûkirin, ji ber ko di orta nivîsa orîjînal û wergerê de, ferqek heye ko bi qasî sed salan mezin e. [2487 aydogan_bere] Li vê derê, giringîya taybetîyekê derdikeve ortê; şîyana têgîhiştina netêgîhiştinê. [2488 aydogan_bere] Wergêr divê têbigihêje ko di vî warî de, ferqek di navbera swêdî û kurdî de heye. [2489 aydogan_bere] Helbet mirov dikare ji bo şaşîyên ko nayên pejirandin, gelek nimûneyan bide. [2490 aydogan_bere] Ez dixwazim çend nimûneyên din jî binivîsînim. [2491 aydogan_bere] Ger wergêr “Treni kaçýrdým”a tirkî weha wergerîne; “Min trên revand”, an ji “Altýný üstüne getirmek“ê re bibêje, “Binî anîn serî“, an jî ji “Anasýný aðlatmak“ê re bibêje, “Dêya wî bi girî kirin“ ev ne şaşîyên normal in. [2492 aydogan_bere] Gava di nivîsa orîjînal de, esilzadeyek bi esilzadeyekî din re bi zimanê serayê bipeyive û wergêr peyivên wan mîna yên kuçeyan wergerîne, yanî sosyolektê têk bibe, ev jî ne şaşîyeke normal e. [2493 aydogan_bere] Wekî din jî ger wergêr ji “Ben oynadým”a tirkî re bibêje; “Ez leyiztim” û ji “Onu götürdüm”ê re bibêje; “Min wî bir”, ez ne van qusûrên hanê û ne jî yên dişibin van, mîna qusûrên piçûk û normal qebûl dikim. [2494 aydogan_bere] Ger wergêr hevoka nivîseke li ser kongreyeke komeleyekê ya bi tirkî “Ben çekiliyorum”ê weha wergerîne; “Ez xwe dikişînim”, an jî “Ez dikişim”, tu kes nikare bibêje ko divê mirov çavên xwe ji van qusûran re bigire. [2495 aydogan_bere] Ji ber ko em hemû dizanin, “Ez xwe dikişînim” û “Ez vedikişim”, an “Ez jê vedikişim” eynî mahneyê nadin. [2496 aydogan_bere] Tew hin henin, pirtûkên ko dê bên wergerandin, deh caran, bîst caran dixwînin, yanî heta ko jiber bikin dixwînin. [2497 aydogan_bere] Wergêrê/a bi vê teknîkê dixebite, piştî jiberkirinê, pirtûkê datîne alîyekî û dest bi wergerê dike, naveroka ko di serê wî/wê de maye, bi xwe dinivîsîne. [2498 aydogan_bere] Êdî ew û bextê xwe... Lê zêde dike, jê kêm dike, Xwedê dizane. [2499 aydogan_bere] Ez bi xwe, ne terefdarê wergereke weha mim û tiştekî weha di nav qusûrên nayên qebûlkirin de jî nahesibînim. [2500 aydogan_bere] Ji ber ko ev êdî bi naveroka di bîra wergêrî/ê de maye, dibe tiştekî din. [2501 aydogan_bere] Li gora min, weke min li jorê jî dîyar kir, divê naverok baş bê fahmkirin û di pêvajoyeke analîzkirinê re derbas bibe. [2502 aydogan_bere] Piştî wê, heta ko ji destê mirov bê û ziman destûrê bide, divê formeke nêzîkî forma orîjînalê bê peydakirin. [2503 aydogan_bere] Carinan ev pir zehmet [2504 aydogan_bere] e. [2505 aydogan_bere] Lê divê mirov hewil bide, da ne ji alîyê formê ve û ne jî ji alîyê naverokê ve, ferqeke mezin nekeve nav werger û orîjînalê. [2506 aydogan_bere] Em dizanin ko ev di tekstên edebî de dijwartir e, lê di hin warên din de, ev kar dikare bi awayekî hêsantir û serkevtîtir pêk bê. [2507 aydogan_bere] Baş e, wê gavê divê mirov ji wergereke kurdî çi bixwaze? [2508 aydogan_bere] Ez ê piştî vî beşî, li ser hin xalan, mîna wergera îdyom, peyivên pêşîyan, argoyan û hwd bêtir rawestim. [2509 aydogan_bere] Lê ez dixwazim berîya wan, hin xalên nirxandinê dîyar bikim. [2510 aydogan_bere] Ji ber vê yekê, ez dibêjim, ger ez li dibistanekê mamoste bim û ez karekî wergerê bidim xwendekarên xwe, ez ê ji wan bi giştî tiştên li jêrê hatinin nivîsandin bixwazim. [2511 aydogan_bere] Mirov dikare lîsteya li jêrê dirêjtir bike û bi detaytir tiştan bixwaze, an jî hin mamoste dikarin bibêjin; “Em ê vê lîsteyê kurttir bikin”, lê ez bi xwe bim, tevî kêmanîyên ez jê haydar im, ez ê bi kêmanî li gora lîsteya jêrîn, wergerên xwendekarên xwe binirxînim. [2512 aydogan_bere] -Ji ber xusûsîyeta kurmancî ya ergatîvbûnê (split ergativ), divê kiryarên (subject) hevokan rast bên hilbijartin. [2513 aydogan_bere] -Divê lêkerên di nivîsê de henin, rast bên nivîsandin û tewandin. [2514 aydogan_bere] Divê mirov hay ji “verbkongruens”ê hebe. [2515 aydogan_bere] Di kurmancî de, ev tê wê mehneyê ko forma lêkerê di hemû demên ji derveyî dema bihurî de, li gora kiryarên hevokan û di dema bihurî de jî li gora kiryarên lêkera întransîtîv û bireserên lêkera transîtîv tê çêkirin. [2516 aydogan_bere] -Divê navdêrên di nivîsê de henin, rast bên nivîsandin û li gora nêr û mêtîyê, yekhejmarî û pirhejmarîyê û hwd rast bên tewandin. [2517 aydogan_bere] -Divê rengdêrên di nivîsê de henin, rast bên nivîsandin û di atrîbutên ko ji nav û rengdêran pêk tên de, divê girêdana wan li gora taybetîya kurmancî pêk bê. [2518 aydogan_bere] Zimannas zimanan ji alîyê girêdana navdêr û rengdêran jî ji hevdu vediqetînin û grûpên cuda çêdikin. [2519 aydogan_bere] Ji ber ko kurmancî ji alîyê vê sîstema dabeşkirina zimanan ve, dikeve kategorîya NRê (navdêr+rengdêr), divê ev girêdan li gora vê qaîdeyê çêbibe. [2520 aydogan_bere] Yanî di halê weha de, divê mirov struktura atrîbuta zimanê orîjînal bi ya kurdî biguherîne. [2521 aydogan_bere] -Divê hevok li gora hevoksazîya kurmancî hatibin avakirin. [2522 aydogan_bere] -Divê nivîs ji alîyê naverokê ve rast hatibe wergerandin û mirov bikaribe tê bigihêje. [2523 aydogan_bere] -Divê cudabûneke mezin di orta forma wergerê û ya orîjînalê de çênebe. [2524 aydogan_bere] -Ji ber ko ez li jêrê behsa teknîka wergera îdyoman dikim, ez ê di vî warî de bi tenê weha bibêjim; divê wergera hatiye kirin, ne gotin bi gotin hatibe wergerandin û ji alîyê îdyomî ve jî rast be. [2525 aydogan_bere] -Divê gotin û fras bi awayekî hûrbijarî hatibin hilbijartin û mirov ew û hevmaneyên wan ên din baş dabin ber hevdu. [2526 aydogan_bere] -Divê nivîs ”biherike”, yanî zimanê wê rewan be, girêdana wê baş hatibe çêkirin û bi zimanekî ko mirov ”lê hildikume” nehatibe wergerandin û hwd... [2527 aydogan_bere] Werger û îdyom [2528 aydogan_bere] Yek ji wan astengîyên wergerê, wergera îdyoman e. [2529 aydogan_bere] Ji ber vê yekê, pêwîst e ko di derheqê wergera wan de rêya herî rast bê peydakirin. [2530 aydogan_bere] Ji ber ko îdyom ew celeb peyivin ko mirov nikare li mahneya gotinên ko di avakirina wan de hatinin bikaranîn binihêre û mahneya wan fahm bike. [2531 aydogan_bere] Ji berdêla wê, divê mirov her îdyomekê mîna yekîneyeke leksîkal bihesibîne. [2532 aydogan_bere] Yanî gava mirov di ferhengekê de, li mahneya îdyomekê bigere, divê mirov li mahneya gotinên wê yek bi yek negere, îdyom ji çend gotinan pêk hatibe jî divê mirov wê weke yekê bibîne û bi temamî li wê bigere. [2533 aydogan_bere] Hin awayên wergerandina îdyoman yên ko mirov di qada wergerê de dikare lê rast bê, ev in: a- aydogan_bere] “Îdyom gotin bi gotin tê wergerandin” Ev awayê wergerandinê ne awayekî rast e. [2534 aydogan_bere] Ji ber ko ev awa, îdyomê weke yekîneyeke leksîkal nahesibîne û bala xwe nade mahneya wê, di zimanê ko mirov werdigerînê de, dikare peyiv, an komikên peyivan ên bêmahne bên holê. [2535 aydogan_bere] Carinan jî dibe ko wergêr di wî zimanî de, bi xwe îdyomekê çêbike. [2536 aydogan_bere] Lê her çi dibe, bila bibe, ev awayê wergerandinê dibe sedem ko tiştekî weha bê meydanê, da ji bo zimanê ko mirov werdigerînê, gelekî xerîb be. [2537 aydogan_bere] Ji ber vê yekê, ev awayê wergerandinê, ne awayekî biserketî ye. [2538 aydogan_bere] Ger mirov li gora vê metodê bike, divê mirov îdyomên tirkî yên li jêrê weha wergerîne. [2539 aydogan_bere] Gelo wê gavê, tu kes dê hebe ko ji wan fêhm bike? • aydogan_bere] kaldýrým mühendisidir: Ew mihendisê peyarêyê (trotuarê) ye: [2540 aydogan_bere] Dimyat’a (Payasa) pirince giderken evdeki bulgurdan oldu: Çû Dîmyatê (Payasê) birincê, ji bilxurê malê bû [2541 aydogan_bere] Nuh der peygamber demez: Dibêje Nûh, nabêje pêxember [2542 aydogan_bere] Kafayý çekmek: Serê xwe kişandin [2543 aydogan_bere] Kafayý bulmak: Serê xwe dîtin [2544 aydogan_bere] Yan gelip yatmak: Li ser kêlekê hatin û razan [2545 aydogan_bere] An jî ger ez îdyomên kurdî weha wergerînim tirkî, ew ê di tirkî de bên çi mahneyê û gelo wê gavê, tu kes dê hebe ko ji wan fêhm bike? [2546 aydogan_bere] Ew hesin bi sarî dicû: O demiri soðuk soðuk çiðniyor [2547 aydogan_bere] Kaya şil firotiye: Yaş saman satmýş [2548 aydogan_bere] Li enîya xwe xistin: Alnýna vurmak [2549 aydogan_bere] Ji ber vê yekê, ez metodeke weha qet qebûl nakim. [2550 aydogan_bere] Mirov dikare gelek nimûneyên din binivîsîne, lê ev nimûne bi tenê jî têra nîşandana şaşbûna metodeke weha dikin. [2551 aydogan_bere] Niha jî ez dixwazim ji hin berhemên kurdî, hin nimûneyan pêşkêş bikim. [2552 aydogan_bere] Hem werger, hem nivîs û ya herî xerab jî mixabin hem ferhengên me bi şaşîyên weha ve mişt in. [2553 aydogan_bere] Ez naxwazim navên berheman binivîsînim. [2554 aydogan_bere] Ji xwe, mebesta min bi tenê ew e ko ji bo şaşîyên di vî warî de henin, ez hin nimûneyan pêşkêş bikim. [2555 aydogan_bere] Bo nimûne; mirov di hin nivîsan de dibîne ko “Kabak başýna (başýnda) patlamak” bûye ”Kundir di serî de teqandin”; ”Koltuklarý kabardý”ya tirkî bûye ”Bin çengên wî nepixîn”. [2556 aydogan_bere] “Çukurova kazan biz kepçe” bûye “Çukurova beroş û em çoçik” û hwd. [2557 aydogan_bere] Di vî warî de, şaşîyên ko di hin ferhengan (tirkî-kurdî) de henin, tew mirov ecêbmayî dihêlin: “Hoşuna gitmek” bûye “Lê xweş hatin”; “Gözünü dört açmak” bûye “Çav çar hilkirin”; ”Orgazm olmak” bûye ”Ji rê çûn”; “Baş başa vermek” bûye “Serî dan ser hev”; “Baştan çýkarmak” bûye ”Ji serî derxistin” û hwd. [2558 aydogan_bere] Mirov dikare ji gelek berhemên kurdî, gelek nimûneyên din jî li vê derê binivîsîne, lê bi ya min, ji bo nirxandina şaşîyên di vî warî de, ev mestere têrê dikin. [2559 aydogan_bere] Şaşbûna vî awayê ha, di wergera peyivên argoyî de jî xuya dibe. [2560 aydogan_bere] Ger di nivîsekê de, “Kýrýðýn teki” hebe û mirov di kurdî de wê bike ”Şikestîyeki dera hanê”; ji ”Yýrtýk birine rastladým”ê re bibêje “Ez li yekî/a çirîyayî rast hatim”; ji “Ense yapmak”ê re bibêje “Paşsitu çêkirin”, ma wê gavê mirov dikare ji wan re bibêje ko ev werger in? [2561 aydogan_bere] Li gora bawerîya min, mirov nikare wan mîna wergerê bihesibîne. [2562 aydogan_bere] Ji ber ko ev ji wergerê bêtir nêzîkî ferhengê nin û mirov dikare bi alîkarîya mahneya wan a leksîkalî ve zimanê orîjînal bixwîne. [2563 aydogan_bere] b- Metoda duyem ya ko divê mirov behsa wê bike ev e ko di zimanê orîjînal de fraseke normal e, lê di wergerandinê de wergêr îdyomekê li hemberî wê peyda dike. [2564 aydogan_bere] Ev metodeke ne hêsan e. [2565 aydogan_bere] Di vê metodê de, talûke heye ko wergêr ji uslûba orîjînal bi dûr bikeve. [2566 aydogan_bere] Dibe ko mirov di wergereke biserketî de, bikaribe hin frasên normal di zimanê ko mirov werdigerînê de bike îdyom, lê divê hejmara wan ne zêde be, da cudabûneke mezin nekeve navbera nivîsa orîjînal û wergerê. [2567 aydogan_bere] Ji ber vê yekê, wergêrên ko ev metod ji xwe re hilbijart, divê pir lê miqate bin, da balansa di orta herdu nivîsan de wenda nebe. [2568 aydogan_bere] Ji bo vê yekê jî divê wergêr nemaze li beşên ko dê li gora vê metodê wergerînin, pir baş hûr bibin û nehêlin meqseda nivîsa orîjînal bê guhertin. [2569 aydogan_bere] c- Metodeke din heye ko mahneya îdyomên zimanê orîjînal werdigerîne. [2570 aydogan_bere] Yanî di zimanê orîjînal de îdyom e, lê di zimanê wergerê de bi gotinên normal mahneya wê tê îzahkirin. [2571 aydogan_bere] Pir normal e ko îdyomek di zimanê orîjînal de hebe, lê di zimanê wergerê de peyda nebe. [2572 aydogan_bere] Wê gavê, divê wergêrê/a nivîsê mahneya wê îdyomê wergerîne. [2573 aydogan_bere] Lê divê weha neyê fahmkirin ko ev metod metodeke biserketî ye. [2574 aydogan_bere] Talûkeya herî mezin ew e ko xurtbûna mahneya ko di îdyomê de civîyaye ser hev, bi formeke sist pêşkêş bibe û îdyom bi hemû hêz û rengên xwe ve dernekeve pêş. [2575 aydogan_bere] Ji ber vê yekê, gava mirov li hemberî îdyoma orîjînal îdyomek peyda nekir, an di wî zimanî de, ew îdyom peyda nebe, divê mirov di îzahata wê de pir bi dîqet be, da di kirasê zimanê wergerê de jî nêzîkî hêza xwe ya berê dîyar bibe û ji rengên xwe yên berê kêmtir neçirise. [2576 aydogan_bere] d- Di wergerê de, îdyom li hember îdyomê tê peydakirin [2577 aydogan_bere] Li gora bawerîya min, metoda herî baş ev e. [2578 aydogan_bere] Gava ez vêya dibêjim, ez ji bîr nakim ko hin îdyom henin ko mirov hertim nikare îdyomên hemberî wan peyda bike. [2579 aydogan_bere] Lê tevî vê jî divê mirov bi wan bersiva nivîsa orîjînal bide û ger di nivîsê de îdyom hebin, divê mirov di zimanê wergerê de, li hember wan îdyoman îdyoman peyda bike. [2580 aydogan_bere] Ji ber ko di eslê xwe de, îdyom nayên wergerandin, lê îdyomên hemberî wan tên peydakirin. [2581 aydogan_bere] Jý ber vê yekê, ji derveyî hin rewşên taybetî ko min di beşê “c”yê de behs kir, divê tu kes hewil nede, da ko îdyoman ji zimanekî wergerine zimanekî din. [2582 aydogan_bere] Ev kar hema hema ne mumkun e. [2583 aydogan_bere] Ji berdêla wê, heta ko mumkun be, divê li hemberî îdyoman, îdyom bên peydakirin. [2584 aydogan_bere] Ger mirov li gora vê metodê wergerîne, divê mirov hin nimûneyên beşê “Îdyom gotin bi gotin tê wergerandin”ê weha wergerandana: • aydogan_bere] kaldýrým mühendisidir: Ew beqan dixesîne; ew kêçan dixesîne; ew sa xwê dike. [2585 aydogan_bere] Dimyat’a (Payasa) pirince giderken evdeki bulgurdan oldu: Çû heyfa bavê, qûna dê li ser kir. [2586 aydogan_bere] Nuh der peygamber demez: Barê êzingê min; dibêje, barê êzingê min. [2587 aydogan_bere] Kafayý bulmak: Serxweş ketin Û hwd... [2588 aydogan_bere] Heçî peyivên pêşîyan in, ji bo nîşandana hêjayî û pîvanên civakan, pir giring in. [2589 aydogan_bere] Taybetîyên çandên cuda xwe di wan de didin der. [2590 aydogan_bere] Ew li ser bingehê zanebûn û tecrubeyên civatan hatinin avakirin, şîretên wan rênîşander in û di jîyana civakî de rolên pir mezin dileyizin. [2591 aydogan_bere] Peyivên pêşîyan jî mîna îdyoman, peyivên taybetî nin û nayên guhertin. [2592 aydogan_bere] Qalibên wan ên serrastkirî henin. [2593 aydogan_bere] Lê hin ferq henin ko peyivên pêşîyan ji îdyoman vediqetînin. [2594 aydogan_bere] Berîya hertiştî, piranîya peyivên pêşîyan gelek caran ji îdyoman dirêjtir in û hevokên temamkirî nin. [2595 aydogan_bere] Naverokên peyivên pêşîyan ji yên îdyoman konkrettir in. [2596 aydogan_bere] Peyivên pêşîyan gelek caran encama serpêhatîyan in û ji ber vê yekê, taybetîyeke wan jî ew e ko ew an rewşekê, an jî çîrokekê dinimînin. [2597 aydogan_bere] Mirov nikare ji peyivên îdyoman tê derxîne, bê mahneya wan çi ye. [2598 aydogan_bere] Ew di vî warî de xwedîyên sirên mezin in, lê peyivên pêşîyan mahneyên xwe zêde venaşêrin. [2599 aydogan_bere] Heta, ji bo ko mirov bi giştî bikaribin têbigihêjin, alîkarîya mirovî dikin. [2600 aydogan_bere] Yanî ew di vê mahneyê de, ji îdyoman birehmtir in. [2601 aydogan_bere] Qesda min ne ew e ko tu astengên wergera peyivan pêşîyan tune ye û hema mirov çawa çav li wan bikeve, mirov ê bikaribe pir bi hêsanî û bê problem wan wergerîne. [2602 aydogan_bere] Heçî peyivên pêşîyan in, wergera wan bi qasî ya îdyom û peyivên argoyî ne dijwar be jî dîsa divê mirov li wergera wan pir miqate be. [2603 aydogan_bere] Lê berê jî hat gotin, mahneyên gotinan ên leksîkalî alîkarîya mirovî dikin, da mirov bikaribe şiroveya mahneyên peyivên pêşîyan bike. [2604 aydogan_bere] Ger mirov bala xwe bide van nimûneyên tirkî, mirov ê bibîne ko mahneyên gotinan ên leksîkalî çi qasî rênîşander in û dilbirehmîya peyivên pêşîyan çi qasî ji ya îdyom û peyivên argoyî zêdetir e: ”Düşenin dostu olmaz; Alna yazýlan başa gelir; Ateş olmayan yerden duman çýkmaz; Ayýpsýz dost arayan dostsuz kalýr; Dað daða kavuşmaz, insan insana kavuşur; Demir tavýnda dövülür; Derdini söylemeyen derman bulamaz; El aðzýna bakan karýsýný tez boşar; Her horoz kendi çöplüðünde öter; Ne ekersen onu biçersin; Tatlý dil yýlaný deliðinden çýkarýr; Yoldan kal, yoldaştan kalma” û hwd... [2605 aydogan_bere] Zimanê qels tune ye, pêwîst nake ko em dilên xwe bi xwe bişewitînin [2606 aydogan_bere] Yek ji wan gazindên ko bi minasebeta wergerê tên kirin, “qelsbûna zimanê me” ye. [2607 aydogan_bere] Ma gelo zimanê me qels e? [2608 aydogan_bere] Zimannas zimanê qels nas nakin. [2609 aydogan_bere] Tu ziman ji tu zimanan ne qelstir e. [2610 aydogan_bere] Tu zimannas nikare wê cesaretê di xwe de bibîne û bibêje, li falan devera dinyayê zimanek heye ko qels e. [2611 aydogan_bere] Tiştekî weha tune ye û ji ber vê yekê, ne pêwîst e ko em dilê xwe bi xwe bişewitînin. [2612 aydogan_bere] Ji ber ko avahîyên hemû zimanan bi awayekî giştî dişibin hevdu. [2613 aydogan_bere] Di hemû zimanan de, deng henin ko hejmara wan gelekî bi sînorkirî ye; ziman bi saya bikaranîna wan dengên ko bi serê xwe tu mahneyên wan tune nin, bi sed hezaran elementên herî piçûk yên bimahne ava dikin û bi xêra wan jî li gora prensîpên avakirinê, hevokên bêhejmar çêdibin. [2614 aydogan_bere] Yanî taybetîyên giştî yên strukturî, mîna dengsazî, xizneya gotinan û rêzimanî li ba her zimanî peyda dibin. [2615 aydogan_bere] Ger qesd bi dewlemendbûna zimanekî, hejmara gotinên wî zimanî bin, her zimanek xwedîyê wê îmkanê ye ko li gora qaîdeyên xwe yên afirandinê, gotinan çêbike. [2616 aydogan_bere] Ji ber vê yekê, divê mirov baş bizanibe ko zimanê prîmîtîv tune ye. [2617 aydogan_bere] Lê dibe ko hin ziman zimanên civatin weha bin ko li gora civatên din zêde pêş de neçûbin û loma jî ji teknolojîyeke pêşketî bê par bin. [2618 aydogan_bere] Lê ji ber misteweya teknolojîya wan civatan, mirov nikare bibêje ko zimanên wan jî qels in. [2619 aydogan_bere] Divê mirov qebûl bike ko di hin zimanan de, mefûmên zanistî hê tune nin. [2620 aydogan_bere] Lê weke min li jorê jî got, divê ji ber vê yekê bawerîyeke şaş li ba mirovî peyda nebe ko ew ziman nikarin mefûmên zanistî çêbikin. [2621 aydogan_bere] Taybetîyeke zimanan a giştî heye ko her ziman xwedîyê sîstemeke komunîkasyonê ya vekirî ye. [2622 aydogan_bere] Ev ferqeke mezin e ko zimanê mirovan ji zimanê heywanan vediqetîne. [2623 aydogan_bere] Ji ber vê yekê ye ko di warê afirandina gotinan de, bi her zimanî re ew şîyan heye ko peyivên nuh çêbike û bi îmkanên xwe bersiva vê pêwîstîyê bide. [2624 aydogan_bere] Îro em dibînin, gelek zimanên ko “pêşketî” tên hesibandin jî li gel avakirina xwe ya taybetî, ji zimanên din jî peyivan werdigirin û bersiva vê pêwîstîyê didin. [2625 aydogan_bere] Peyivandina bi zimanekî ya ji alîyê hejmareke mirovan a hindik jî nabe pîvana qelsbûnê. [2626 aydogan_bere] Tew zimanek heye, navê wî taîap e. [2627 aydogan_bere] Li gora agahdarîyên pirtûka profesorê lîngvîstîkê Östen Dahlî (Ziman), ev ziman li gundekî bi tenê tê peyivandin û nifûsa wî gundî li dora100î ye Ji van 89 kes bi awayekî rewan bi taîapî dipeyivin. [2628 aydogan_bere] Ji derveyî wî gundî, li tu deverên din tu kes bi vî zimanî napeyive. [2629 aydogan_bere] Yanî zimanekî weha ye ko ji dorhêla xwe îzolekirî ye. [2630 aydogan_bere] Ji xwe, taîapa nivîskî tune ye, bi tenê zimanê axavtinê ye. [2631 aydogan_bere] Lê tevî vê jî gava mirov hevokeke vî zimanî ji bo analîzê werdigerîne, mirov dibîne ko hevoka wî ji wergera xwe ya bi gelek zimanên din komplekstir e û morfemên hevokê yên rêzimanî, ji yên gelek zimanên “pêşketî” bêtir in. [2632 aydogan_bere] Lê ger hin bibêjin ko divê em di her warî de, peyivan peyda bikin, da ko kurmancî hem di warê felsefe, mentiq, ekonomî, hiqûq û hwd de bi rewanî bê bikaranîn û hem jî wergera pirtûkên van waran hêsantir bibe”, ez ê heq bidim wan. [2633 aydogan_bere] Lê peyiv lihevhatineke civakî dixwaze. [2634 aydogan_bere] Gava em bi kurmancî ji “lêvê” re dibêjin “lêv”, ev ji xweber çênebûye. [2635 aydogan_bere] Di bingehê wê de, lihevhatineke civakî ya nexuyayî heye ko heta nivşê me hatiye. [2636 aydogan_bere] Ji ber vê yekê, ji bo afirandin û bikaranîna peyivên nuh jî divê mirov îmkaneke weha peyda bike ko bikaribe şertê vê fonksîyonê pêk bîne. [2637 aydogan_bere] Ger îroj, otorîteyeke kurdan a di vî warî de hebûya, şertên lihevkirina civakê ya li ser peyivên nuh û qebûlkirin û bikaranîna wan dê hêsantir û birêkûpêktir peyda bûbûna. [2638 aydogan_bere] Îmkaneke weha dê karê wergeran jî hêsantir bikiraya. [2639 aydogan_bere] Îro kurd bo nimûne, li Swêdê, di jîyana xwe ya komeleyetîyê de, yanî gava di komeleyên xwe yên cuda de dixebitin, di warê peyivan de, li tu astengên mezin rast nayên. [2640 aydogan_bere] Lê berîya bîst salan, gelekan ji me di vî warî de, ji alîyê peyivan ve zehmetî dikişand. [2641 aydogan_bere] Lê îro em hemû destûr û programên xwe bi kurmancî dinivîsînin û hemû civîn û kongreyên xwe bi kurmancî bi rê ve dibin. [2642 aydogan_bere] Kurdan di vê pêvajoyê de dît ko gava pêwîstî çêdibe, kurmancî ji bo qadeke jîyanê dikare peyivan biafirîne. [2643 aydogan_bere] Ev taybetî li ba her zimanî heye û li ba kurmancî jî heye. [2644 aydogan_bere] Ma berîya Şerê Cîhanê yê duyem, di zimanê îngilîzî, swêdî, erebî, tirkî, farisî, almanî, fransî û hwd de peyivên komputurê hebûn? [2645 aydogan_bere] Lê niha, em hemû dibînin ko ferhengên di vî warî de henin, her ko diçe mezintir dibin. [2646 aydogan_bere] Her ziman li gora qaîdeyên xwe, an wan werdigerîne, an li gora mentiqê xwe diafirîne, an jî raste rast ji zimanên din werdigire û xwe di vî warî de bê peyiv nahêle. [2647 aydogan_bere] Ev qaîde ji bo kurmancî jî derbas dibe. [2648 aydogan_bere] Lê mixabin, asîmîlasyonê qad ji ber zimanê kurdî vegirtinin. [2649 aydogan_bere] Divê kurdî van qadan ji nû ve vebigire, bibe zimanê hemû qadên jîyana me û prestîja xwe bilindtir bike. [2650 aydogan_bere] Di vî warî de, hemû beşên civata me dikarin rolê bileyizin, lê wergêr bi wergerên hemû qadên jîyanê dikarin îmkanên berxwedana vî zimanî xurttir bikin û roleke bêhempa bileyizin. [2651 aydogan_bere] Îcar derdê herî mezin ne zimanê kurdî ye, kurd bi xwe nin [2652 aydogan_bere] Pirseke din heye ko gava mirov li ser pirsên wergera kurmancî bipeyive, divê mirov balê bikişîne ser wê jî. [2653 aydogan_bere] Ew jî helwêsta kurdan a di warê kurmancî de ye. [2654 aydogan_bere] Ev tesîreke neyînî li wergera kurmancî jî dike. [2655 aydogan_bere] Ev helwêst meydana ko werger dixwaze tê de dewra xwe bileyize, tengtir dike û hem ji bo bi giştî zimên û hem jî bi taybetî wergerê, weke gefeke mezin fonksîyonê dileyize. [2656 aydogan_bere] Ji ber vê yekê, gelek giring e ko gava mirov behsa astengên vê qadê bike, divê mirov behsa meylên neyînî jî bike. [2657 aydogan_bere] Ji bo berdewamîya jîyana zimanekî, tiştê giring ew e ko ew ziman bê bikaranîn û ji nifşan dewrî nifşan bibe. [2658 aydogan_bere] Zimanê ko neyê bikaranîn û dewrî zarokan nebe, ji xwe wê gavê mirina wî nêzîk dibe û Ruhstîn li ko be, dê li derîyê wî bixe. [2659 aydogan_bere] Rewşa kurdan a taybetî û pêlên asîmîlasyonê yên ko bi xezebeke nedîtî bi ser me de tên, cîh li zimanê me teng kiriye. [2660 aydogan_bere] Ev tiştekî pir eşkere ye. [2661 aydogan_bere] Lê bi ya min, zimanê kurdî herî pir noqan ji kurdan vala dike. [2662 aydogan_bere] Ji ber ko misogerîya berdewamîya jîyana vî zimanî, bi helwêstên kurdan ve girêdayî ye. [2663 aydogan_bere] Lê ger her kurdek ji bo kurdî bi kar neîne, li mahneyekê bigere û zarokên xwe fêrî kurdî neke û bi vî awayî nifşên nuh bi zimanekî din mezin bibin, wê gavê ji êrîşên asîmîlasyonê bêtir, yên ko cîh li kurdî teng dikin û bêhna wê diçikînin, kurd bi xwe nin. [2664 aydogan_bere] Tendensên ko kurdî piçûk dibînin jî di vî warî de, roleke mezin dileyizin. [2665 aydogan_bere] Yên weha difikirin, kurdî mîna zimanê nexwendîyan, zimanekî “prîmîtiv” dibînin. [2666 aydogan_bere] Dibe ko gelek ji wan bîst- bîst û pênc salan li dijî asîmîlasyonê peyivîbin û belkî hin ji wan jî ji ber vê yekê, deh-panzdeh salan di hefsê de mabin, lê hê jî li mala xwe bi kurdî napeyivin û wan şertan ji ortê radikin ko zurîyetên wan bikaribin vî zimanî zindî bihêlin. [2667 aydogan_bere] Îcar, gelo sûcê zimên e, an sûcê xwedîyên zimên e? [2668 aydogan_bere] Hin jî henin, ji wan heye ko ew navend in û hertiştên din jî li dora wan digerin. [2669 aydogan_bere] Gava kêmanîyek li ba wan peyda bibe, ji xwe divê li ba herkesî hebe. [2670 aydogan_bere] Li gora wan, pîvan ew bi xwe nin. [2671 aydogan_bere] Dinyaya mirovên weha pir piçûk [2672 aydogan_bere] e. [2673 aydogan_bere] Ew hew xwe dibînin. [2674 aydogan_bere] Di pencereyeke pir piçûk re li derve dinihêrin, ji ber vê yekê, nikarin rastîya ji derveyî xwe bi hemû ebatan bibînin. [2675 aydogan_bere] Di pirsa zimanê kurdî de jî meylên weha tên dîtin. [2676 aydogan_bere] Mirovên weha gava kurdîya wan têrê nake, ji wan heye ko kurdî têrê nake. [2677 aydogan_bere] Ji ber ko ew egosentrîst in û dibêjin qey kurdî bi zanebûna wan ve sînorkirî ye. [2678 aydogan_bere] Li gora wan, ger kurdîya wan qels be, ji xwe ev ji ber “qelsbûna kurdî” tê. [2679 aydogan_bere] Lê li gora tiştên li jorê jî hatin gotin, problema mezin ne ji zimanê kurdî ye, ji wan kurdan tê ko zimanê xwe bi kar naînin, zarokên xwe fêrî zimanê xwe nakin, an jî çareyekê ji bo qelsîya xwe ya di warê kurdî de, peyda nakin. [2680 aydogan_bere] Yanî ger mirov bi awayekî din bibêje, di têkilîyên kurdan û kurdî de, seqetîyek heye ko wan ji şuûra neteweyî bi dûr dixîne. [2681 aydogan_bere] Kurd roj bi roj hejmara qadên ko kurdî tê de bi kar tînin, kêm dikin. [2682 aydogan_bere] Her ko diçe, cîh li kurdî tengtir dibe û hejmara kurdên ko di jîyana xwe de, zimanekî din di şûna kurdî de bi cîh dikin, zêdetir dibe. [2683 aydogan_bere] Pirsa bingehî ev e û divê em teşhîsa xwe şaş danînin. [2684 aydogan_bere] Ji ber vê yekê, ez dibêjim ko di eslê xwe de, derdê herî mezin ne zimanê kurdî ye, helwêsta kurdan e, kurd bi xwe nin. [2685 aydogan_bere] Zimanê qels tune ye, lê kurdên “qels” pir in. [2686 aydogan_bere] Hevoksazî di ser hertiştî re ye [2687 aydogan_bere] Pirsa hevoksazîyê yek ji wan pirsan e ko divê mirov di warê wergerê de jî derxîne pêş. [2688 aydogan_bere] Ji ber ko wergêr bi piranî ji tunebûna gotinan gazindan dikin û ji ber vê digihêjin qenaetekê ko kurmancî ji bo wergerê pir qels e. [2689 aydogan_bere] Ji xwe, min li jorê dîyar kir ko zimanê qels tune ye. [2690 aydogan_bere] Îcar ez ê ji alîyê tiştê di zimên de herî bingeh ve, li ser vê pirsê bi awayekî din rawestim û rola hevoksazîyê binivîsînim. [2691 aydogan_bere] Sedema vê pêwîstîyê ew e ko gelek mirov henin ko serên xwe bi hilbijartina gotinan diêşînin û ji wan heye ko di zimên de tiştê herî bingeh bikurdîbûna gotinan e. [2692 aydogan_bere] Yanî li gora wan, ger wan gotinên bi kurdî bi kar anîn, ji alîyê kurmancîbûna nivîsê ve, tu mesele namîne. [2693 aydogan_bere] Ji ber vê yekê, hewil didin ko gotineke biyanî jî di nivîsên wan de neyê bikaranîn. [2694 aydogan_bere] Ez dixwazim fikirên xwe bi awayekî pir kurt binivîsînim û minaqeşeya vê pirsê ya bi awayekî firehtir, ji nivîseke din re bihêlim. [2695 aydogan_bere] Di zimanekî de, hemû tişt giring in. [2696 aydogan_bere] Lê di nav van hemû tiştên giring de, ya herî bingeh, hevoksazî ye; yanî qaîdeyên avahîya hevokên wî zimanî nin, tahma wî zimanî ye, di hevokan de, prensîpên pêywendîyên gotinên wî zimanî nin... Ger we hevoka xwe li gora hevoksazîya wî zimanî ava kir, ew tê wê mahneyê ko hûn bi wî zimanî difikirin. [2697 aydogan_bere] Heta ko hûn rîayetî hevoksazîya wî zimanî bikin, hemû gotinên ko hûn di avakirina hevoka xwe de bi kar bînin, ji zimanekî biyanî hatibin wergirtin jî hevoka we dê hevokeke kurdî be. [2698 aydogan_bere] Bo nimûne; niha ez ê sê gotinên erebî hilbijêrim û di avakirina hevokekê de bi kar bînim: [2699 aydogan_bere] Qunbele: bombe [2700 aydogan_bere] Met’em: aşxane, restorant [2701 aydogan_bere] Fecirî: teqîya [2702 aydogan_bere] Nimûne: Qunbele li met’emê fecirî: Bombe li aşxaneyê teqîya. [2703 aydogan_bere] Tevî hersê gotinên erebî jî ev hevoka me hevokeke kurdî ye. [2704 aydogan_bere] Ji ber ko pêywendîyên hersê gotinên erebî, ne li gora hevoksazîya erebî, lê li gora hevoksazîya kurdî hatinin danîn. [2705 aydogan_bere] Lê ez ê vê carê gotineke biyanî jî bi kar neînim û ji çend gotinên xwerû kurdî hevokekê ava bikim. [2706 aydogan_bere] Gotinên ko ez ê bi kar bînim, ev in: [2707 aydogan_bere] Ez hez dikim gelek ji vî karî [2708 aydogan_bere] Hevoka min a nimûne jî weha ye: Ez hez dikim gelek ji vî karî. [2709 aydogan_bere] Weke hûn jî dibînin, hemû gotinên hevoka min, bi kurdî nin, lê hevoka min ne hevokeke kurdî ye. [2710 aydogan_bere] Ger ez bi awayekî din bibêjim; her çi qasî malzemeyên wê li fabrîkeyeke kurdî hatinin çêkirin û ji dikaneke kurdî hatinin kirîn jî hostetîya ko hatiye bikaranîn, ne hostetîya kurdî ye. [2711 aydogan_bere] Yanî ev hevok bi gotinên kurdî, lê ne li gora qaîdeyên hevoksazîya kurdî hatiye avakirin û ji ber vê yekê jî ne hevokeke kurdî ye. [2712 aydogan_bere] Bi vê yekê jî baş dîyar dibe ko bi gotinên xwerû kurdî bi tenê hevokeke kurdî nayê çêkirin. [2713 aydogan_bere] Divê em hevoksazîyê di ser hertiştî re bigirin. [2714 aydogan_bere] Lê divê ev neyê wê mahneyê ko ez ji bo avakirina hevokan, gotinên biyanî pêşnîyar dikim. [2715 aydogan_bere] Na! [2716 aydogan_bere] Ez bi xwe ne purîst im, lê ez pir hewil didim ko gotinên xwerû bi kurdî bi kar bînim û heta ko ji min tê jî ez bi kar tînim. [2717 aydogan_bere] Qesda min bi tenê ew e ko ez ya herî giring dîyar bikim. [2718 aydogan_bere] Gelek gotinên farisîya ko îro mirov pê dipeyivin, ji ber sedemên dîyar, gotinên erebî nin (qesda min koka wan erebî ye), lê em dîsa jî jê re dibêjin, farisî. [2719 aydogan_bere] Ji ber çi? [2720 aydogan_bere] Ji ber ko ew gotinên erebî li gora hevoksazîya farisî bi hevdu ve tên girêdan û hevokên farisî pêk tînin. [2721 aydogan_bere] Ger gotin elementa herî giring bûya, îro divê me tu kesî behsa farisî nekira. [2722 aydogan_bere] Ji ber ko farisî ji alîyê gotinên erebî ve hema hema hatiye dagirkirin. [2723 aydogan_bere] Lê heta ko di hevokan de, hevoksazîya farisî ya taybetî bê paraztin, tu kes dê ji wan hevokan re nebêje, hevokên erebî. [2724 aydogan_bere] Ger mirov li van nimûneyan binihêre; “Hayatta en hakiki mürşit ilimdir“, “Turistik tesisleri“, “Ziraat Bankasý“, “Ýktisadi ve Ticari Ýlimler Akademisi“, “içtihat kararý“, “Týp Fakültesi“, “haddi hesabý“, “kâr payý“ “istihbarat şefi“, “istihkam sýnýfý“, “istişare heyeti“ “kaptan pilot“ “emanete hiyanet” û bi qasî malzemeyên ferhengekê gotinên din... Gelo kîjan ji wan bi tirkî ye? [2725 aydogan_bere] Lê kombînezona wan bi tirkî ye [2726 aydogan_bere] Ger îro em gotinên almanî û îngilîzî ji swêdî derbixin, swêdî hema hema dê lal bimînin. [2727 aydogan_bere] Lê di hevokan de, pêywendîyên gotinên almanî û îngilîzî mîna yên hevokên herdu zimanan çênabin, ew li gora qaîdeyên hevoksazîya swêdî, pêywendîyan bi hevdu re datînin û bi vî awayî hevokên swêdî çêdikin. [2728 aydogan_bere] Ji ber vê yekê, ez ji wergêrê/a kurd re dibêjim, wergerîne, gava te hin gotinên zimanên biyanî jî bi kar anîn, zêde netirse! [2729 aydogan_bere] Ji ber ko ya herî giring ew e; tu ji mentiqê zimanê kurdî veneqetî, hevoksazîya kurdî biparêzî û nivîsê bixî kirasê kurdî... [2730 aydogan_bere] Werger û tîpguhêzî [2731 aydogan_bere] Ji ber ko nivîsên kurmancî bi çend elfabeyan henin, divê em giringîyekê bidin tîpguhêzîyê jî. [2732 aydogan_bere] Lê em gelek caran tîpguhêzîyê û wergerê tev li hevdu dikin. [2733 aydogan_bere] Ji ber vê yekê jî giring e ko mirov di vî warî de zelalîyekê peyda bike. [2734 aydogan_bere] Her çi qasî hin henin ko gava wergerê li gora misteweya wergerê dabeş dikin, tîpguhêzîyê tê de dihesibînin jî ez ji rastbûna wê zêde ne ewle mim. [2735 aydogan_bere] Ger ez ji alîyê wergera form û naverokê ve lê binihêrim, ez ê jê re nebêjim werger. [2736 aydogan_bere] Lê gava ez mîna hinan bikim û ji alîyê wergerandina tîpan lê binihêrim, dibe ko ez jê re bibêjim wergera tîpan. [2737 aydogan_bere] Di tîpguhêzîyê de -ji xwe ji navê wê jî tê fahmkirin- tîpên tekstê tên guhertin. [2738 aydogan_bere] Yanî gava mirov nivîsekê ji sîstemeke nivîsandinê diguherîne sîstemeke nivîsandinê ya din, mirov tîpguhêzîya wê nivîsê dike, yanî translîterasyona wê dike. [2739 aydogan_bere] Loma jî gava mirov nivîseke kurmancî ya ko bi elfabeya kirîlî hatiye nivîsandin, li gora elfabeya latînî diguherîne, mirov wê ji alîyê naverok û formê ve wernagerîne, lê tîpên wê diguherîne. [2740 aydogan_bere] Ev kar jî tîpguhêzî ye. [2741 aydogan_bere] Wergera ko ez behsa wê dikim ew e ko mirov nivîsê ji zimanekî dike zimanekî din. [2742 aydogan_bere] Baş e, ger werger ew hiner be ko di navbera du zimanan de pêk tê, gelo gava mirov nivîseke bi soranî dike kurmancî, mirov çi dike? [2743 aydogan_bere] Rast e, mirov nivîseke soranî ji sîstemeke nivîsandinê diguherîne sîstemeke din. [2744 aydogan_bere] Lê ma mirov tîpan bi tenê diguherîne? [2745 aydogan_bere] Ji ber vê yekê, bi ya min, karê ko nivîsekê ji soranî dike kurmancî, werger bi xwe ye. [2746 aydogan_bere] Ji ber ko di vê rewşê de, mirov ne hew tîpên sîstema nivîsandina erebî dike tîpên latînî, mirov hevokên nivîsê li gora qaîdeyên gramatîkeke din ava dike. [2747 aydogan_bere] Heta gelek caran divê li hemberî gotinên soranî yên kurmancî bên peydakirin û gelek caran gava eynî gotin di herdu zaravayan de, di eynî mahneyê de bên bikaranîn jî mirov mecbûr e ko wan li gora fonetîk û rastnivîsandina kurmancî binivîsîne. [2748 aydogan_bere] Yanî mirov di herdu halan de jî ji soranî werdigerîne kurmancî. [2749 aydogan_bere] Ferqa di navbera soranî û kurmancî de heye, ji ferqa navbera swêdî û norweçîyê bêtir e. [2750 aydogan_bere] Lê tevî vê yekê jî gava mirov nivîsekê ji swêdî dike norweçî, mirov wê werdigerîne. [2751 aydogan_bere] Îroj, tu kes behsa zaravayên Skandînavyayê nake, lê behsa zimanên Skandînavyayê yên cuda tê kirin. [2752 aydogan_bere] Loma jî divê em bi xwe zor nînin û vê yekê mîna wergerê binirxînin. [2753 aydogan_bere] Hin mirov dikarin weha bipirsin, ma ger werger di navbera du zimanan de çêdibe, wê gavê kurmancî û soranî du zimanên cuda nin? [2754 aydogan_bere] Çi ziman e û çi zarava ye, tu kes nikare defînîsyoneke zelal pêşkêş bike. [2755 aydogan_bere] Gelek caran ne pîvanên zimannasîyê, lê pîvanin din dibin sedem ko du zaravayên berê mîna zimanekî dihatin dîtin, lê ji demeke û pê ve, êdî mîna du zimanên cuda tên dîtin. [2756 aydogan_bere] Serboxirwetî berîya çend salan mîna zimanekî dihat zanîn, lê niha em dibêjin, zimanê sirbî, zimanê xirwetî û hwd. [2757 aydogan_bere] Gelo ev guhertin li gora pîvanên zimannasîyê çêbû? [2758 aydogan_bere] Na! [2759 aydogan_bere] Ji ber vê yekê jî gava mirov li ser girêdanên kurmancî û soranî dipeyive, divê mirov xwe nexe qaliban û gelek faktorên ji derveyî zimannasîyê jî bibîne û dû re bigîhêje qenaetekê. [2760 aydogan_bere] Loma gava em dibêjin, kurmancî û soranî zaravayên zimanekî nin, pîvanin me yên din henin ko bingehê nirxandina me pêk tînin. [2761 aydogan_bere] Tevî vê jî divê em zanibin ko ev minaqeşeyeke kûr dixwaze û di çarçoveya vê nivîsê de hilnayê. [2762 aydogan_bere] Neheqîya li hinerê wergerê û li jinan dibe [2763 aydogan_bere] Hin dibêjin; » Werger weke jinekê ye. [2764 aydogan_bere] Ger xweşik be, ne sadiq e, ger sadiq be, ne xweşik e.« Ev ji alîyekî ve, bi giştî li jinan û bi taybetî jî li jinên xweşik heqaretek e û ji alîyê din ve jî neheqîya li wergêran bi xwe ye. [2765 aydogan_bere] Li gora vê îdîayê, nivîsa orîjînal mêr e û werger jî jin e û loma jî werger xwe çi qasî bixemilîne û li dora xwe here û were, sedaqata wê ew qasî kêm dibe. [2766 aydogan_bere] Li gora wan, çare ji sedaqata wergera xweşik re tune ye. [2767 aydogan_bere] Lê dîroka wergerê nîşan daye ko werger tevî hin qusûrên di sînorên qebûlkirinê de hiltên, dikare hem xweşik be û li gel taybetîyên xwe yên wergerê, sadiq be jî. [2768 aydogan_bere] Sedeqata wergerê ne ji bo xatirê nivîsa orîjînal bi tenê, herweha ji bo xatirê xwendevanên zimanê wergerê ko xwe dispêrin wergêran jî gelekî giring e. [2769 aydogan_bere] Lê navê wê li ser e; werger. [2770 aydogan_bere] Ji ber vê yekê, di hinerê peydakirina balansa nav du zimanên cuda de, wergera hem xweşik û hem jî -tevî qusûrên ko ‘ilmê wergerê qebûl dike- sadiq bi hevdu re derkeve ortê [2771 aydogan_bere] Ez di warê wergerê de, şikên henin fêhm dikim. [2772 aydogan_bere] Ez bi xwe jî li wergerên pir xerab rast hatimim. [2773 aydogan_bere] Lê em li vê derê, wergera cidî û wergêrên xwedîşîyan minaqeşe dikin. [2774 aydogan_bere] Li vê derê, hewildana min ji bo wê ye ko em ter û hişk bi hevdu re neşewitînin, ne ko paraztina wergerên xerab e. [2775 aydogan_bere] Wergêr û nivîskar [2776 aydogan_bere] Karê wergerê ji alîyê pisporîyê ve mîna nivîskarîyê ye, di warê zimên de zanîneke kûr dixwaze. [2777 aydogan_bere] Dibe ko şîyana wergêr a afirandinê bi qasî ya nivîskêr ne xurt be, lê tiştek heye ko bivê nevê divê pê re hebe, ew jî şîyana bikaranîna zimên e. [2778 aydogan_bere] Li gora min, yek ji wan ferqên bingehî yên di navbera wergêrî û nivîskarîyê de ev e û divê mirov vê yekê tu carî di ser guhên xwe re neavêje. [2779 aydogan_bere] Werger bûyerek e ko di qada civakî de, di navbera mirovan de çalakîyeke ragîhandinê ye û di qada kesî de jî du tiştên cuda wergêrî/ê di quncikê de asê dike; ji alîyekî ve nivîsa zimanê orîjînal dixwaze wergêrî/ê têxe bin kontrola xwe û ji alîyê din ve jî qaîdeyên sîstema zimanê wergerê. [2780 aydogan_bere] Loma jî karê wergêrî/ê ew e ko di navbera du bûyerên cuda de balansekê peyda bike. [2781 aydogan_bere] Lê nivîskar ji vê zehmetîyê azad e. [2782 aydogan_bere] Wergêr û zanîna zimên [2783 aydogan_bere] Pîvanên ji bo wergêrên zimanên din tên bikarananîn, ji bo yên kurdî jî derbas dibin. [2784 aydogan_bere] Ji ber vê yekê, divê wergêr berîya hertiştî, di warê rêziman, hevoksazî û stîlîstika kurmancîya nivîskî de xwedîyê/a zanîneke pir baş be. [2785 aydogan_bere] Ev xusûsîyet di ser hertiştî re ye. [2786 aydogan_bere] Ji bo karê wergerê, ya herî bingeh ew e; bêyî wê nabe. [2787 aydogan_bere] Ev taybetîya ha, di pêvajoya wergerê de bi mirov re çênabe. [2788 aydogan_bere] Dibe ko di pêvajoya wergerê de, ev taybetî xurttir bibe, lê ji bo destpêkirina vî karê ko pisporîyekê dixwaze, berê ev taybetî pêwîst e. [2789 aydogan_bere] Yanî divê piştî ko mirov di warê zimên de xwe amade kir û piştî ko ev taybetî li ba mirovî çêbû, mirov dikare dest bi karê hinerê wergerê bike. [2790 aydogan_bere] Ji derveyî zanîna zimên, taybetîyeke din, an şîyaneke din jî heye ko divê bi wergêrî/ê re peyda bibe. [2791 aydogan_bere] Ew jî ev e; gava mirov di nivîsê de tiştek fêm nekir, divê mirov di destpêkê de, ji nivîskarê/a nivîsa orîjînal nekeve şikê ko ew tiştên bêmahne dinivîsîne. [2792 aydogan_bere] Ji berdêla wê, divê mirov wê şîyana xwe derxîne pêş ko mirov bi xwe ew fahm nekiriye. [2793 aydogan_bere] Yanî divê şîyana têgîhiştina netêgîhiştinê bi mirov re hebe û divê li ba wergêran berîya şikê, hisên rêza li hember nivîskarê/a teksta orîjînal peyda bibin. [2794 aydogan_bere] Ev bi qasî zanîna zimên ne giring be jî jê ne kêmtir e. [2795 aydogan_bere] Gava ev taybetîyên ha bi hevdu re, bi mirov re peyda nebin, divê mirov ne xwe li wergerîyê bike bela û ne jî têkeve tora wê. [2796 aydogan_bere] Hin xusûsîyetên din henin ko li gora zanîna ko min li jorê anî zimên, ne ew qasî giring in. [2797 aydogan_bere] Ji ber ko gava xusûsîyetên li jorê hatin nivîsandin, bi mirovî re peyda nebin, ji xwe, xusûsîyetên din hebin jî şertên wergêrbûnê pêk nayên. [2798 aydogan_bere] Gelek caran weha ye ko mirov bi zimanê orîjînal pir baş dizane û ji ber wê yekê ye ko mirov dibêje qey mirov dikare wergerîne zimanekî din. [2799 aydogan_bere] Helbet, zanîna di warê zimanê orîjînal de, pêwîst e. [2800 aydogan_bere] Bo nimûne; gelek kes henin ko bi tirkî baş dizanin, li malên xwe jî fêrî kurdî bûnin û bêyî ko li ser zimanê kurdî baş bixebitin û zanînên di vî warî de henin werbigirin, divê qey ew ê bikaribin ji tirkî wergerînin kurdî. [2801 aydogan_bere] Ji ber ko ew weha bawer dikin ko zanîna wan a tirkî têrê dike. [2802 aydogan_bere] Lê tevî vê jî ev bawerî şaş e. [2803 aydogan_bere] Ji ber ko zanîna herî kûr ji bo zimanê ko mirov dê wergerînê pêwîst e û gava mirov herdu zanînan bide ber hevdu, ev ji zimanê ko mirov jê werdigerîne jî giringtir e. [2804 aydogan_bere] Bo nimûne li Swêdê, gava mirov bixwaze di warê wergerê de bibe desthilatdar, mirov miracaetî dezgeheke taybetî dike. [2805 aydogan_bere] Wê gavê divê mirov dîyar bike, bê mirov dê ji bo kîjan zimanî bibe desthilatdar. [2806 aydogan_bere] Yanî bo nimûne; mirov dê ji swêdî wergerîne kurdî, an jî ji kurdî wergerîne swêdî. [2807 aydogan_bere] Ji ber ko imtihanên wan cuda nin, ji bo her yekê imtihaneke taybetî heye. [2808 aydogan_bere] Mirovek dikare bi swêdî pir baş bizanibe, lê tevî ko kurdîya wî mirovî baş be jî di wê de, bi qasî swêdî ne şareza be. [2809 aydogan_bere] Ew mirov dibe ko dikare ji kurdî wergerîne swêdî, lê nikare ji swêdî wergerîne kurdî. [2810 aydogan_bere] Hin wergêr dikarin hebin ko bi salan desthilatdarên wê bin ko ji swêdî werdigerînin kurdî, lê desthilatdarîya wan ji bo nivîsên ji kurdî werdigerin swêdî tune bin. [2811 aydogan_bere] Ger mirov dê bibe wergêrê/a nivîsên herdu zimanan, bo nimûne, ger mirov dê ji swêdî wergerîne kurdî û ji kurdî wergerîne swêdî, wê gavê divê mirov herdu zimanan pir baş bizanibe û li ser vî bengehî, desthilatdarîya wergera herdu zimanan werbigire. [2812 aydogan_bere] Ev ji bo wergêrên resmî derbas dibe. [2813 aydogan_bere] Li gora min, ya herî baş ew e ko mirov berê wergerîne zimanê xwe yê bav û kalan (ji qewla hinan, zimanê zikmakî). [2814 aydogan_bere] Ji ber ko mirov zimanê xwe bi her awayî baştir dizane. [2815 aydogan_bere] Ev divê neyê wê mahneyê ko wekî din nabe. [2816 aydogan_bere] Belê, wekî din jî dibe. [2817 aydogan_bere] Lê li gora min, ya baş, ya herî îdeal ew e ko zimanê mirov ê duduyan bibe zimanê orîjînal, yanî zimanê nivîsa ko dê bê wergerandin û zimanê mirov bi xwe jî zimanê wergerê be. [2818 aydogan_bere] Mirov ê ko nuh dest bi vî karî bike, ji zimanê xwe dest pê bike, yanî berê wergerîne zimanê xwe dê baştir be. [2819 aydogan_bere] Lê mixabin, ev li ba kurdan bi awayekî pir berevajî pêk tê. [2820 aydogan_bere] Ji ber ko problema gelek kurdan a herî mezin ew e ko ew bi zimanê xwe pir baş nizanin. [2821 aydogan_bere] Ev jî di vî warî de, taybetîya rewşa kurdan dîyar dike. [2822 aydogan_bere] Tiştekî din jî heye ko divê ew jî bi kurtî bê dîyarkirin; wergêr hem pisporên zimên û hem jî pisporên beşekî jîyanê nin. [2823 aydogan_bere] Bo nimûne; ger mirov wergêrê/a beşê hiqûqê be, divê mirov li gel pisporîya zimên bi giştî, di warê zanebûna hiqûqê de jî pir baş be. [2824 aydogan_bere] Ger mirov wergêrê/a bazara kar be, divê mirov li gel zanebûna zimên, qanûn û termînolojîya li wê qadê derbas dibin jî baş bizanibe. [2825 aydogan_bere] Yanî mirov wergêrê kîjan beşê jîyanê be, divê mirov digel zanebûna zimên, xwedîyê/a zanebûna prensîp, qanûn û termînolojîya wî beşê be jî. [2826 aydogan_bere] Meslek û hobî [2827 aydogan_bere] Hin wergêr henin, berî wergerê, pirtûka ko dê wergerînin ji serî heta binî dixwîne û dû re dest bi wergera wê dikin. [2828 aydogan_bere] Lê hin jî henin, pêwîst nabinîn ko berê gişî bixwînin, hema raste rast dest bi wergerê dikin. [2829 aydogan_bere] Li gora wan, ji ber ko ew profesyonel in û li gora karên ko dikin, pereyan werdigirin û bi wan pereyan debara xwe dikin, tu lukseke wan a weha nîne ko berê bixwînin û dû re wergerînin. [2830 aydogan_bere] Ew bi vî awayî naxwazin eynî karî du caran bikin. [2831 aydogan_bere] Ji ber ko ew di pêvajoya wergerê de, ji xwe dixwînin. [2832 aydogan_bere] Dû re -gava bo nimûne ger pirtûk dê werbigere kurdî- ji bo kirasê kurdî tam lê bibe û uslûb tam bibe uslûba kurdî dixwînin û cara dawîyê jî ji bo teshîhê [2833 aydogan_bere] dixwînin. [2834 aydogan_bere] Yanî bi vî awayî, wergêrekî/e profesyonel ji xwe bi kêmanî, sê caran dixwîne. [2835 aydogan_bere] Wergêrên profesyonel ji hin deveran, bo nimûne ji weşanxaneyan bi heqê xwe kar werdigirin û li gora karên ko ji wan tên xwastin dixebitin. [2836 aydogan_bere] Carinan jî çend karan bi hevdu re werdigirin û dema qedandinê jî dîyar e. [2837 aydogan_bere] Ji ber vê yekê, gelek xwezayî ye ko awayê xebata wan jî cuda be. [2838 aydogan_bere] Wergêrên ko bi vî karî xwe xwedî nakin, piranîya caran ew ê kîjan pirtûkê wergerînin, ew bi xwe biryarê didin û ji ber vê yekê jî hem ji alîyê hilbijartina berhema ko dê bê wergerandin azadtir in, hem ji alîyê demê ve bêhna wan firehtir e û hem jî ji alîyê awayê xebatê ve luksa wan heye ko berîya ko wergerînin, berhemê carekê, an du caran bixwînin. [2839 aydogan_bere] Bila kes nefikire ko wergerên wergêrên profesyonel hertim ji yên îdeel baştir in. [2840 aydogan_bere] Ji ber ko ji bo wergêrên profesyonel, ev karekî ticarî ye, ji ber vê yekê, ew gelek caran ji bo karên xwe di dema xwe de biqedînin, mecbûr in ko bi lez û bezê bixebitin. [2841 aydogan_bere] Ev jî carinan tesîrê li qalîteya wergerê dike. [2842 aydogan_bere] Ji xwe, em gelek caran li wergerên bêhûrbijar rast tên. [2843 aydogan_bere] Lê divê ev neyê wê mahneyê jî ko wergerên îdeel ji yên profesyonel baştir in. [2844 aydogan_bere] Li herdu alîyan jî hem wergerên biqalîte û hem jî yên di ser guh re hatinin avêtin henin. [2845 aydogan_bere] Li vê derê, tiştek heye ko divê ji bo herdu alîyan bingeh be, ew jî zanîna di warê zimên de ye. [2846 aydogan_bere] Mirovê/a ko ne desthilatdarê/a wî zimanî be ko dê berhemê wergerînê, weke min berê jî behs kir, divê xwe li vî karî ranekişîne. [2847 aydogan_bere] Ji ber ko carinan hin dibêjin, min wergerandiye, ji kerema xwe re li zimanê wê binihêre û rast bike. [2848 aydogan_bere] Gava mirov lê dinihêre ko kiras ne kirasê kurdî ye, wê gavê dibêjin, kurdîya me zêde ne xurt e, lê hêdî hêdî çêdibe. [2849 aydogan_bere] Divê em hewil bidin ko wergera kurdî ji vê belengazîyê rizgar bikin û yên kurdîya wan ne xurt be, ji kerema xwe re, kengî kurdîya wan xurt bû, bi-la vegerin vê meydanê, da em bikaribin wê gavê feydeyê ji karên wan bibînin û kurdî jî bi keda wan geştir û şêrîntir bibe. [2850 aydogan_bere] Ji ber ko berîya karê wergerê, karekî wan î din heye ko divê kurdîya xwe pêş de bibin û gava gîhaştin wê qonaxê ko zanîna wan a kurdî têra wergerê dike û ger ew jî dixwazin vî karî bikin, bila dakevin qada vî hinerî û pireyên navbera kulturan ava bikin. [2851 aydogan_bere] Di warê wergerê de, rêya herî baş ew e ko divê em ji bo profesyonelkirina vî karî bi awayekî cidî bixebitin. [2852 aydogan_bere] Divê em bi xwe rûmetê bidin zimanê xwe û prestîja wî bilind bikin [2853 aydogan_bere] Ji bo vê yekê jî werger pêwîst e. [2854 aydogan_bere] Yek ji wan sitûnan werger e ko divê em xwe bispêrinê. [2855 aydogan_bere] Loma divê kurd bi awayekî pir cidî li ser wergerê rawestin. [2856 aydogan_bere] Divê em rûmetê bidin zimanê xwe û nehêlin ko li gora zimanên din, bi kêmanî di jîyana me de, têkeve dereceya duyem. [2857 aydogan_bere] Ger em weha nekin, wê gavê heqê me tune ye ko em xweşbîn bin. [2858 aydogan_bere] Wê çaxê, gava em îdîa dikin û dibêjin, em ji bo nasname û kultura xwe têdikoşin, ji naveroka xwe bêpar û weke sloganeke vit î vala dimîne. [2859 aydogan_bere] Heta weha be, em sedsalî jî di ber xwe de bidin, û di wê berxwedanê de, nêvîyê me jî tê de here, ji yên mayî re tu mîras namîne ko pê şêxsîyeta xwe ya neteweyî xurttir bike. [2860 aydogan_bere] Divê zimanê me li ba me, nemaze jî li hember erebî, tirkî û farisî, xwedîyê prestîjeke taybetî be. [2861 aydogan_bere] Divê prestîja tu zimanî, li ba me ji ya zimanê me ne zêdetir be. [2862 aydogan_bere] Ger em weha nekin, ji berdêla zimanê xwe, prestîjê bidin zimanên din, kurdîya me dê nikaribe xwe li ber wan bigire û ew ê bi destên me têkeve rewşeke xerab. [2863 aydogan_bere] Ne hew asîmîlator, helwêstên di vî warî de henin jî tesîrê li pêvajoyê dike. [2864 aydogan_bere] Werger pêwîstîyek e, lê ji bo kurdan, awayekî lêbixwedîderketinê ye û li dijî asîmîlasyonê jî keleheke me ya xurt e. [2865 aydogan_bere] Gava ji tirkî, erebî an farisî pirtûkek wergerîya kurdî, divê em nebêjin »Ez dikarim vê pirtûkê bi zimanê wê yê orîjînal bixwînim. [2866 aydogan_bere] Ji ber vê yekê, ne hewce ye ko ez wergera wê ya bi kurdî bixwînim«. [2867 aydogan_bere] Ger em weha bikin, wê gavê, kurdî bi tenê ji wan kesan re dimîne ko ji derveyî kurdî bi tu zimanên din nizanin. [2868 aydogan_bere] Ev ji bo zimanên xwedîyên dezgehan in û misogerîya berdewamîya wan di misteweya dewletan de hebe, dibe ko ne pirseke zêde giring be. [2869 aydogan_bere] Lê ji bo kurdan û ji bo kurdîya ko hin dixwazin wê rojekê berîya rojekê gor bikin, helwêstên taybetî pêwîst in. [2870 aydogan_bere] Hinerê wergerê di vî warî de jî sitareke me ya mezin e ko divê em xwe lê bigirin. [2871 aydogan_bere] Lê berîya wê, divê li ba me, prestîja wergera kurdî pir bilind be. [2872 aydogan_bere] Gelo ger nivîskarên kurd bibêjin, »Xwendevan bêtir bi tirkî, erebî an farisî dizanin, em ê bi wan zimanan binivîsînin«, wergêrên kurd bibêjin; »wergera bi tirkî, erebî an farisî hêsantir e, mirov di warê termînolojîyê de, tu zehmetîyan nakişîne. [2873 aydogan_bere] Ev ziman hêsantir in, em ê wergerînin van zimanan«; ger sîyasetvanên kurd bibêjin; ”Ya giring mesaja me ye. [2874 aydogan_bere] Em dû re dikarin li ser pirsa zimên rawestin“ û bi vî awayî, zimanên jîyana me ya sîyasî, her zimanên biyanî bin, ma tu çirûskên hêvîyê dê di pêşeroja me de xuya bibin? [2875 aydogan_bere] Ji bo ko em di derheqê pêşeroja xwe de, mişt bi hêvî bin, divê em prestîja zimanê xwe, di jîyana xwe de, di jîyana kurdan de bilindtir bikin û di vî warî de hinerê wergerê jî xwedîyê roleke mezin e. [2876 aydogan_bere] Wergêrno, ji bîr nekin ko kurdî erdekî bêav e û hinerê wergerê çemekî boş e diherike! [2877 aydogan_bere] Wergerînin! [2878 aydogan_bere] Nemaze ji tirkî, erebî û farisî wergerînin! [2879 aydogan_bere] Hûn dikarin pirtûkên ko ji zimanê wan wergerîyanin kurdî nîşanî wan kesan bidin ko dibêjin; “Kurdî tune ye, ger hebe jî formeke zimanê me ya xerabe ye.” Ji wan bipirsin, bê ka çi ji wan fêhm dikin. [2880 aydogan_bere] Îcar yên ko kurdî înkar bikin, wê gavê di serî de kultura xwe înkar dikin, hem berhem û hem jî nivîskarên wan berheman bi xwe înkar dikin. [2881 aydogan_bere] Helbestvan û nivîskarên ko wergerên berhemên wan bi kurdî hebin, nikarin bibêjin kurdî tune ye. [2882 aydogan_bere] Ger ew bibêjin jî xwe înkar dikin. [2883 aydogan_bere] Di vê mahneyê de, wergera kurdî ya li dijî asîmîlasyonê mertalek e, li dijî înkarkirinê jî şûrek [2884 aydogan_bere] e. [2885 aydogan_bere] Divê baş bê zanîn, kurdîya ko bû mijarê wergerê, êdî nema dikare mîna berê bimîne. [2886 aydogan_bere] Ji ber ko werger pêşveçûneke bileztir li ser zimanê wergerê ferz dike. [2887 aydogan_bere] Werger zorê dide sînoran û zimanê wergerê tevî kultura wergerê, bi gelek kulturên cuda, awayê fikirandin û têgîhiştinên cuda cuda re rû bi rû dike. [2888 aydogan_bere] Divê zimanê kurdî ji vê îmkanê bê par neyê hiştin. [2889 aydogan_bere] Her çi qasî di kurdî de minaqeşeyên li ser wergerê, ne pir kevin in jî em dibînin ko tradîsyoneke wergerê hêdî hêdî li ba me jî bi cîh dibe. [2890 aydogan_bere] Ev hêvîyê dide mirovî. [2891 aydogan_bere] Lê ji bo ko werger bi fonksîyoneke temam tesîra xwe dîyar bike, divê em di vî warî de, baş agahdar bin û her sal bi kêmanî bi qasî ko em dinivîsînin, an jî du qatê nivîsandinê, ji zimanên biyanî wergerînin kurdî. [2892 aydogan_bere] Bila wê gavê, kurdî di meydana danûstendina çand û zimanan de, bi serbilindî here û were û bila wergêrên vî zimanî pireyên mezin ava bikin, da ev ziman jî xwe pê bigîhine her deverên cîhanê. [1] Firat Cewerî: Kevoka spî [2 ceweri_kevok] Kevoka spî [3 ceweri_kevok] Ew pênc roj berê ji girtîgehê hatibû berdan. [4 ceweri_kevok] Digel ku emrê wî hê bi tenê sihûpênc bû jî, tayekî reş di porê wî de nemabû. [5 ceweri_kevok] Gepên wî kort bûbûn û qermîçokên rûyê wî bûbûn mîna yên kalan. [6 ceweri_kevok] Ew rûyê wî yê gewr û jîndar niha zer bûbû. [7 ceweri_kevok] Bejna wî ya dirêj ku demekê ji keçikên mehelê re mereq bû ku bidîtana, tewiya bû. [8 ceweri_kevok] Ew êdî ne xortekî berî niha bi panzdeh salan bû, bûbû mîna kalekî. [9 ceweri_kevok] Erê, ew pênc roj berê hatibû berdan... Û niha, li qatê sisiyan, li ber pencereya odeya xwe ya xebatê rûniştibû û li derve, li barana pêşî ya payizê temaşe dikir. [10 ceweri_kevok] Car caran ji nişkê ve dikeniya, bi pistînî tiştin digotin û dîsa bêdeng dima. [11 ceweri_kevok] Ev yeka han berhema salên wî yên girtîgehê bû. [12 ceweri_kevok] Berî pênc rojan, gava ew ji girtîgehê hatibû berdan, bavê wî û merivên wî yên nêzîk bi vê yeka han hesiyabûn, loma wan ew zû nîşanî doktorekî nas dabûn, doktor tiştek jê fêhm nekiribû, bi tenê gotibû: »Divê hûn wî bibin Ankarayê«. [13 ceweri_kevok] Lê ne wî dixwest here Ankarayê, ne jî rewşa malbatê ewçend baş bû ku ew bibira Ankarayê. [14 ceweri_kevok] Rojekê jî wan pîrek ji gundekî çiyê anîbûn, da ku pîrê hin dermanan jê re çêbike û tiştekî li ser bixwîne, lê ew belkî zêdeyî deh deqîqan bi pîrê keniyabû, paşê xwe avêtibû ser pîrê, destên xwe xistibûn qirika wê û ger ne ji endamên malê bûya wî ê li wir ew pîr bixeniqanda. [15 ceweri_kevok] Pîra ku bi zorê xwe ji nava lepên wî filitandibû, di derî re derketibû û bi xurtbûna xortekî bazdabû. [16 ceweri_kevok] Barana ku dihat carinan xurt dibû, carinan mirov digot qey wê dawî were, kêm dibû, lê dîsa bi xurtî dibariya. [17 ceweri_kevok] Wî jî herdu enîşkên xwe danîbûn ser masê, serê xwe xistibû nava kefên destên xwe û bêyî ku çavên xwe bikutkutîne li barana pêşî ya payizê dinihêrî. [18 ceweri_kevok] Carinan dixwest dilopek baran ji hewa de heta ku bigihîje erdê taqîb bike, lê hew dinihêrî ku dilopin din diketin ber wî û bala wî dîsa belav dibû. [19 ceweri_kevok] Ew cerekê jî li hebûna baranê fikirî. [20 ceweri_kevok] Wî ew perçeewrên reş yên li ezmên şiband deryayeke weke moxilê biqul. [21 ceweri_kevok] Di wê navê de dîsa ew pîrika wê rojê hate bîra wî. [22 ceweri_kevok] Ew dîsa mîna wê rojê bi pirqîn û bi dengekî bilind keniya. [23 ceweri_kevok] Paşê bi carekê ve kenê xwe birî. [24 ceweri_kevok] Çavên wî beloq bûbûn. [25 ceweri_kevok] Wî ew çavên xwe yên beloq bera ewr dabûn. [26 ceweri_kevok] Erê, rast bû, di nav ewrê reş de kevokeke spî xuya dikir. [27 ceweri_kevok] Ew kevoka spî her ku nêzîk dibû mezin dibû, her ku mezin dibû dişibiya xweha wî. [28 ceweri_kevok] Erê, ew xweha wî bû. [29 ceweri_kevok] Wî bi çavên xwe didît. [30 ceweri_kevok] Vê carê enîşkên xwe ji masê hilanîn, bi herdu destan xwe hişk bi masê girt û ziq li xweha xwe nihêrî. [31 ceweri_kevok] Kirasekî tenik li xweha wî bû, guliyek ji dehfên hespan li eniya xwe girêdabû û li ber pencereya wî difiriya û dixwest di pencerê re têkeve hundir. [32 ceweri_kevok] Gava mêrik ev yeka han ferq kir, hema ji cihê xwe pengizî û pencere vekir. [33 ceweri_kevok] Bi vekirina pencerê re xweha wî firiya hundir. [34 ceweri_kevok] Digel ku li derve baran xurt dibariya jî dîsa keçik şil nebûbû. [35 ceweri_kevok] Çavên keçikê mîna du morîkên şîn dibiriqîn û lêvên wê yên dagirtî di rengê sorbûna hinarîkên riwê wê de bûn. [36 ceweri_kevok] Bejna wê dirêj, newqa wê zirav û hêtên wê dagirtî bûn. [37 ceweri_kevok] Ew bi wî awayî li quncikeke odê li ser lingan rawestiyabû, baskên xwe bera ber xwe dabûn, stûyê xwe xwar kiribû û bi rewşa birayê xwe digiriya. [38 ceweri_kevok] Wê digot: [39 ceweri_kevok] [directspeech Keko ev çi bi te hatiye? [40 ceweri_kevok] Birayê mino kanî xortaniya te? [41 ceweri_kevok] Te çima xweha xwe kuşt? [42 ceweri_kevok] Çawa destên te li min geriyan û te ez kuştim? [43 ceweri_kevok] Çawa destên te li xweha te, ya ku te ewqasî jê hez dikir, geriya? [44 ceweri_kevok] Axx... Min çi bêriya te kiriye. [45 ceweri_kevok] Axx... Ez çi dixwazim te hemêz bikim. [46 ceweri_kevok] Ez çi dixwazim birayê xwe tayê bi tenê hemêz bikim. [47 ceweri_kevok] Ez çi dixwazim rohnîka çavên xwe hemêz bikim. [48 ceweri_kevok] Kekê mino, bavê mino, birayê mino... Lê ez nikarim. [49 ceweri_kevok] A niha destên min bi te bibin ez ê winda bibim. [50 ceweri_kevok] Ji ber ku ez mirî me, te ez kuştime... Axxx... Kekê mino, min çiqasî ji te hez dikir. [51 ceweri_kevok] Ma nayê bîra te gava em li ser daweta te dipeyivîn? [52 ceweri_kevok] Te ji min re digot, divê tu serê govendê bikişînî. [53 ceweri_kevok] Ma tê bîra te kekê mino? [54 ceweri_kevok] Tê bîra te bê ji daweta te re çiqasî hindik mabû? [55 ceweri_kevok] Piştî te ez kuştibûm bi salekê dergîstiya te jî xwe avêtibû ber tirênê û xwe kuştibû. [56 ceweri_kevok] Tam hûn ê wê rojê bizewicyana û min ê wê rojê serê govenda birakê xwe, tayê bi tenê bikişanda. [57 ceweri_kevok] Tam wê rojê dergîstiya te bûbû mêvana min. [58 ceweri_kevok] Wê ji min re behsa rewşa te kiribû û wê gotibû piştî ku te ez kuştibûm, tu hatibûyî girtin. [59 ceweri_kevok] Wê jî îdare nekiribû. [60 ceweri_kevok] Ji derdê evîna te xwe avêtibû ber tirênê û miribû. [61 ceweri_kevok] Zû de ye haya min ji wê tuneye. [62 ceweri_kevok] Ji wê şeva ku em bi hev re li girtîgehê hatibûn xewna te û pê ve min ew nedîtiye. [63 ceweri_kevok] Ger ew bibihîze tu hatiyî berdan, ew li ku be ew ê were. [64 ceweri_kevok] Me çend caran bi hev re xwest em werin seredana te, lê gardiyanan em ditirsandin, em ji wan newêrîbûn bihatana. [65 ceweri_kevok] Dergîstiya te her li te difikire. [66 ceweri_kevok] Wê roja ku hatibû mêvandariya min, ji min re gotibû, bi çi awayî dibe bila bibe, ez ê xwe bigihînim wî. [67 ceweri_kevok] Wê zewac li herdu dinyan li xwe heram kiriye. [68 ceweri_kevok] Ew li ser te dîn bûbû kekê mino, ew tenê ji bo ku te ez kuştibûm hebekî ji te qeherî bû. [69 ceweri_kevok] Lê roja ku mêvana min bû, min jê rica kiribû, ku kekê min efû bike. [70 ceweri_kevok] Wê jî soz dabû min ku ew ê te efû bike. [71 ceweri_kevok] Min jê re gotibû, çi dibe, birakê min tayê bi tenê ye, wî efû bike. [72 ceweri_kevok] Min gotibû, birakê min guneh e, pir diltenik e. [73 ceweri_kevok] Min gotibû, birakê min heta îro gêrikek neêşandiye, lê ez kuştime, xem nake, ew jî ne sûcê wî bû kû... Xelkê lê wilo kir. [74 ceweri_kevok] Ger xelkê li te wilo nekiriba te ê ji kû xwaka xwe bikuşta? [75 ceweri_kevok] Wê ji kû destê te li min bigeriya? [76 ceweri_kevok] Min ji dergîstiya te re got, gava te bera min dabû, te çavên xwe girtibûn. [77 ceweri_kevok] Min got, destên wî li min nedigeriyan. [78 ceweri_kevok] Min got, wî pir ji insanan hez dikir. [79 ceweri_kevok] Û min got, te ji min jî pir hez dikir. [80 ceweri_kevok] Ma ne wilo ye? [81 ceweri_kevok] Qey te ji min hez nedikir? [82 ceweri_kevok] Ma tu ji min hez nakî kekê mino? [83 ceweri_kevok] Xilolîkên hêsirên çavên mêrik di ser riwê wî yê nekurkirî de gêr dibûn ser çena wî û paşê dinuqutîn erdê. [84 ceweri_kevok] Êdî ew mîna zarokekî bi îskîn digiriya. [85 ceweri_kevok] Wî dixwest serê xwe deyne ser milê xweha xwe û bi dengekî bilind bigirî. [86 ceweri_kevok] Dixwest uzra xwe jê bixwaze. [87 ceweri_kevok] Dixwest jê re bibêje ku wî çiqasî bêriya wê kiriye. [88 ceweri_kevok] Dixwest poşmaniya xwe bîne ziman. [89 ceweri_kevok] Xwe winda kiribû. [90 ceweri_kevok] Ber bi xweha xwe çû, ku wê hemêz bike, lê xweh li ber geriya û jê re got, ku destê wî pê bibe, ew ê winda bibe. [91 ceweri_kevok] Lê mêrik xwe negirt, xwe avêtê; bi avêtina wî re keçik winda bû. [92 ceweri_kevok] Mêrik deverû, li hundirê odê kete xwarê û bi ketinê re serê wî li qorziya masê ket û serê wî mîna ku perçe bûbe, xwîn jê hat. [93 ceweri_kevok] Ew bi şikandina serê xwe nehesiyabû. [94 ceweri_kevok] Heya ku diya wî ket hundir, bi qêrîn bang cîranan kir, hingê ew hêdî hêdî, mîna ji xeweke kûr şiyar bibe, bi ser hişê xwe ve hat û têgihîşt ku li erdê ye. [95 ceweri_kevok] Ew barana ku di pencerê re li hundir xistibû, kaxiz û pirtûkên li ser masê şil kiribûn û av herikîbû ser tej û xaliyên raxistî. [96 ceweri_kevok] Bi alîkariya cîranan ew rakirin nexweşxanê, doktoran, ku yek jê hevalê wî yê zaroktiyê bû, serê wî pansûman kirin, bi xavikekê girê dan û ji bavê wî re gotin, da wî rakin Ankarayê, an jî ku îmkanê wan hebe, wî bibin Ewrûpayê. [97 ceweri_kevok] Bavê wî ji bêîmkaniya xwe gazin kir û ji bo bikaribe alîkariyekê ji cihekî bistîne, ji doktorê hevalê lawê xwe daxwaza hin şîretan kir. [98 ceweri_kevok] Doktor jî soza tiştê ku jê bê dayê û bi rewşa hevalê xwe yê zaroktiyê, ku ewçend zîrek û jêhatîbû, xemgîn bû. [99 ceweri_kevok] Zîrektî û jêhatîbûna wî ji aliyê herkesî ve dihate zanîn. [100 ceweri_kevok] Berî panzdeh salan, di îmtihana tibbê de, ew di nav sed û pêncî hezarî de yê şêstemîn derketibû û ew hevalê wî yê ku niha li nexweşxaneya bajarê wan doktorî dikir bi zorê bûbû yê hezarî. [101 ceweri_kevok] Wî hê di salên xwe yên lîseyê de piraniya klasîkên fransiz û rûsan xwendibûn û di qayişkişandina çîrokan ya rojnameya bajêr de bi çîroka xwe ya bi navê »Mêrikê Serxweş« bûbû yekemîn û paşê ew çîroka wî li Ewrûpayê ji aliyê hevalekî wî ve li almanî hatibû wergerandin û niha jî ew çîrok di antolojiyeke bi nave »Edebiyata Rojhilat« de li Almanyayê ji aliyê weşanxaneyeke naskirî ve hatiye çapkirin. [102 ceweri_kevok] Herkesî bi vê zîrekbûna wî dizanîbû. [103 ceweri_kevok] Heta, apê wî, yê ku reîsê belediya bajêr bû û gelekî jê hez dikir, soz dabûyê ku dê wî ji bo stajê bişîne Îngîltereyê. [104 ceweri_kevok] Lê gava kurtûpista ku wî di bin tesîra apê xwe de xweha xwe kuştiye, li bajêr belav bûbû, pir kesan bawer nekiribûn û ji bo ku dilê xwe têxin cih, ew bi hin karkerên belediyê re peyivîbûn. [105 ceweri_kevok] Karkerên belediyê jî nedixwestin diyar bikin ku serokê wan bûye sedema vê trajediyê, wan tenê bêdengî dipejirandin. [106 ceweri_kevok] Li gora dihat gotin û di nava bajêr de belav bûbû, çîrokê wilo dest pêkiribû: Xweha wî ya ku bi xweşikbûna xwe di bajêr de deng dabû xwestiya pismamê xwe bû. [107 ceweri_kevok] Biryara wê xwestinê jî hê di pêçekê de ji aliyê herdu biran ve hatibû dayin; lê herdu zarokên ku di aliyê karekter de gelekî dûrî hevdu bûn û ew pismamê ku ji aliyê keçikê ve qet nedihat hezkirin û hebandin, ketibû derê riya wê. [108 ceweri_kevok] Keçikê jî hewesa xwe berdabû ser xortekî cîranê mala xalê xwe û rojekê gava êdi têdigihên ku tu riyên din tuneye, bi hev re baz didin. [109 ceweri_kevok] Ji bo şopê ji ser xwe dagerînin û nekevin dest, her gav cihê xwe diguherin, tu carî zêdeyî şevekê li cihekî namînin, lê piştî sê mehan, li Îzmîrê, li barkêşekî nas rast tên û barkêşê ku bi tesadufî bi reva wan hesiyabû û xelata ku apê keçikê ji bo girtina wan soz dabû, bihîstibû, timayî zora wijdan biribû û ji malbata keçikê re xeber şandibû, ji aliyê din jî bi dek û dolab û bi dostanî bi dû herdu dilketiyan ketibû û gava rojek ji rojên havînê ya herî germ ew bi apê keçikê, bavê wê û du pismamên wê re ketibûn hundir, herdu dilketî şaş û ecêbmayî mabûn, lêwik hema destê xwe avêtibû destê hezkiriya xwe û xwestibû bazdin, lê apê kêçikê, yê reîsê belediyê bû û bi laş û gewde bû, hema xwe avêtibû qemçika paş stûyê lêwik, ew ber bi xwe ve kişandibû, paşê heta jê hatibû ew ber bi dîwêr ve dehf dabû, pişta wî li dîwarê çimento xistibû, lawik bi belqîn vereşiyabû, lê hîn berî ku ew bigihêje bi pişta destê xwe devê xwe pakij bike, vê carê lawê reîs, yê ku di nav malê de gelekî delalî rabûbû, lê pir tirsonek û ji aliyê laş û gewde jî de qet nelihev bû, heta jê hatibû kulmek li ser çavê lêwik xistibû. [110 ceweri_kevok] Keçikê îdare nekiribû, êrîşî wan kiribû, gava apê wê xwestibû lêxe, destê wî gez kiribû, di wê kêlîkê de barîna ku ji apê wê hatibû bêtir barîna gayekî anîbû bîra mirov. [111 ceweri_kevok] Lê herdu dilketiyan herçiqas li ber xwe dabûn jî, dîsa nikaribûn xwe ji nav destên wan bifilitînin, heta ku tarî ketibû erdê ew bi dest û lingên wan ve girêdabûn, ew avêtibûn dawiya dolmîşê û hezar û dused kîlometre, digel ku tenê sê caran sekinîbûn, çûbûn. [112 ceweri_kevok] Di sekinandina cara çaran de, lêwik xwe bi awayekî vekiribû, weke guleya devê tivingê xwe di derî re avêtibû, xwe avêtibû dû pîqabek ku nuh ji benzînxanê hereket dikir û çûbû. [113 ceweri_kevok] Her çiqas hin ji van bi dû pîqabê de bazdabûn jî, pere nekiribû; pîqab zû derketibû ser rê û bi sureteke xurt ji wir bi dûr ketibû. [114 ceweri_kevok] Apê keçikê pîlaqa pîqabê nivîsandibû û ji mêrikê kal yê li ber benzînxanê pirsa wê pîqabê kiribû. [115 ceweri_kevok] Mêrikê kal heqê benzîna xwe jê stendibû, bi neyînî serê xwe hejandibû û pirsa wî bê bersiv hiştibû. [116 ceweri_kevok] Ew li dolmîşa xwe siwar bûbûn, ji benzînxanê derketibûn û piştî sê saetan, saet donzdeh û nîvê şevê gihîştibûn bajêr. [117 ceweri_kevok] Di ketina bajêr de gava dewriye di rê de li wan rast hatibû û dîtibû ku reîsê belediyê ye, silav lêkiribûn û bêyî ku li dolmîşa wan saxtî bikin ew berdabûn. [118 ceweri_kevok] Wan jî rast ajotibûn ber deriyê mala bavê keçikê, pismamê wê bi guliyê wê girtibû, ew ji dolmîşê derxistibû, di hewşê de bi dû xwe de kişkişandibû û biribû avêtibû hundir. [119 ceweri_kevok] Gava diya wê ji xew şiyar bûbû, keçika xwe ya mîna guleke bêstirî di wê rewşê de dîtibû, xwe negirtibû, xwe avêtibû ser wê, lê bavê keçikê çend pehîn li wê xistibûn, jê re gelek xeberên ne li rê dabûn û bi bazdana keçikê ew jî sûcdar kiribû. [120 ceweri_kevok] Paşê zilaman keçik di nav xwe de hilgirtibûn, ew biribûn xaniyê banî, ji nû ve girê dabûn, derî li ser wê kilît kiribûn û sê roj û sê şevan ne avek ne jî pariyek nan dabûnê. [121 ceweri_kevok] Dotira rojê mala apê wê ji birayê wê yê li Stenbolê re telefon kiribûn, lawik bi balafirê hatibû, li wê rewşê şaş mabû, pêşî bawer nekiribû, dû re gava apanê wî xistibûn serê wî û xwestibûn ku ew namûsa xwe pakij bikin, di nava xelkê de dîsa weke berê bi serbilindî bijîn, jê re demançeke çekî ya ku destikê wê ji aliyê zîvkerekî asûrî ve hatibû neqişandin, peyda kiribûn û xwestibûn ku ew bi destê xwe, wê dêlika xweha xwe bikuje. [122 ceweri_kevok] Pêşî lêwik qebûl nekiribû, herçiqas dixwest xweha xwe biparêze jî ji ber hin sedeman newêrîbî. [123 ceweri_kevok] Ew bûyera ku di nava bajêr de belav bûbû, ji bo malbata wan ya naskirî kêmaniyeke mezin bû. [124 ceweri_kevok] Û ji bo ku dîsa rûyê malbatê spî bibe, şeref û namûsa wan bi dest bikeve, kuştina keçikê pêwîst bû. [125 ceweri_kevok] Lêwik jî bi vê yeka han dizanîbû. [126 ceweri_kevok] Loma kuştina xweha xwe qebûl kiribû, demançe ji apê xwe stendibû, du caran ketibû hundirê oda xweha xwe, jê nîşan girtibû, lê dîsa jî destên wî lê negeriyabû, bernedabûyê, tenê li ser lingan rawestiyabû û ziq li xweha xwe nihêrîbû. [127 ceweri_kevok] Xweha wî jî stûyê xwe xwar kiribû, bi porê xwe yê jihevdeketî û bi rewşa pîreke çîrokî li birayê xwe nihêrîbû. [128 ceweri_kevok] Ne wê, ne jî birayê wê tiştek ji hev re negotibûn. [129 ceweri_kevok] Roja sisiyan gava birayê wê şev nîvê şevê bi şidet derî vekiribû, xweha xwe li ser lingan di qorzîka odê de dîtibû. [130 ceweri_kevok] Gava xweha wî çav li wî ketibû, mîna ku zanibe ew ê vê carê were kuştin, bi birayê xwe re keniyabû. [131 ceweri_kevok] Ew hingê li ber çavên birayê xwe bûbû weke pîrhebokekê. [132 ceweri_kevok] Lawik ji wê rewşa wê bêhawe tirsiyabû, weke ku tu satilek av bi ser de birijînî di xwêdanê de mabû. [133 ceweri_kevok] Çavên wî weke du bizotên êgir sor bûbûn û beloq bûbûn û bi qêrînekê re bera xweha xwe dabû. [134 ceweri_kevok] Gulleya pêşî ku berdabûyê mêjiyê wê ji hev belav kiribû û ji ber ku berra eynî cihî dabû, lê keçik bi gulleya pêşî re çokên wê fisiyabûn û hêdî herikîbû erdê, her heft gulleyên ku berdabûnê li eynî cihî ketibûn. [135 ceweri_kevok] Êvarî, gava wî xwe bi serê girêdayî li ser nivînê xwe dirêj kiribû û ziq li zikê odê dinihêrî, ew li wê yekê difikirî. [136 ceweri_kevok] Li salên xwe yên girtîgehê difikirî. [137 ceweri_kevok] Gelek serpêhatiyên wî hebûn. [138 ceweri_kevok] Ew bi gelek kesan re rabûbû û rûniştibû. [139 ceweri_kevok] Gelek kesên naskirî dîtibûn. [140 ceweri_kevok] Ji bo derbaskirina wextê xwe û ji bo ku ew xwe ji bîr bike gellek pirtûk xwendibû. [141 ceweri_kevok] Paşê rewşa wî xerab bûbû, destê wî li xwendina pirtûkan sar bûbû, wî seredanên ku dihatin bi paş de vedigerandin, heta demek pir dirêj bi heval û dostên xwe yê girtîgehê re jî nepeyivîbû. [142 ceweri_kevok] Ew li vê yekê jî difikirî. [143 ceweri_kevok] Paşê ji nişkê ve rabû û li ser xwe rûnişt. [144 ceweri_kevok] Piştî kurtedemekê jî çû odeya xwe ya xebatê. [145 ceweri_kevok] Berî panzdeh salan gava hîn berî ev bobelat bi serê wan de were, rewşa malbata wî ya aborî pir baş bû. [146 ceweri_kevok] Ji bilî xaniyê wan yê sêqatî, sê dikanên wan yên kincan jî li bajêr hebûn. [147 ceweri_kevok] Ew odeya xebatê bi tenê ya wî bû. [148 ceweri_kevok] Ew çû, dîsa li ber masa xwe rûnişt, herdu enîşkên xwe danîn ser masê, serê xwe xist nava kefên herdu destên xwe û ji pencerê li derve nihêrî. [149 ceweri_kevok] Ev yeka han ji roja ku ew hatibû berdan jê re bûbû mîna adetekê. [150 ceweri_kevok] Ji nişkê ve çavên wî beloq bûn û li dûr nihêrî. [151 ceweri_kevok] Erê, ew ne şaş bû, ya ku ji dûr ve xuya dikir û xwe li wî girtibû û bi firîn dihat xweha wî bi xwe bû. [152 ceweri_kevok] Lawik hema ji cihê xwe pengizî û pencere vekir. [153 ceweri_kevok] Xweha wî di pencerê re ket hundir û dîsa çû quncika xwe ya berê. [154 ceweri_kevok] [directspeech Min ji te re gotibû, kekê mino, got. [155 ceweri_kevok] Min ji te re gotibû, ku destên te bi min bibin ez ê winda bibim. [156 ceweri_kevok] Niha divê tu destên xwe bi min nekî. [157 ceweri_kevok] Ger tu destên xwe bi min bikî ez ê dîsa winda bibim. [158 ceweri_kevok] Carekê mîna ku winda bû lê dîsa xuya bû. [159 ceweri_kevok] An jî mêrik wilo hîs kir. [160 ceweri_kevok] Vê carê ziq li hêla xweha xwe nihêrî; dît ku erê, rast e, ya ku xwe di quncika xênî de kiriye qomik û stûyê xwe xwar kiriye, xweha wî ye. [161 ceweri_kevok] Xweha ku berî niha bi çend deqîqan bi kirasekî spî û tenik bû û rûyê wê gewr û hinarîkên wê sorik bûn, niha li ber çavên mêrik bûbû mîna berî bi panzdeh salan; porê wê ji hevdeketî, kirasê wê qetiyayî, zeyif û bêhêz. [162 ceweri_kevok] Loma mêrik ji nişka ve kire qîrîn û bi qîrînê re jî çend caran li ser hev got: »na, na!« Bi dengê qêrîna wî re dê û bav û xwişkên wî yên biçûk şiyar bûn, lê gava dîtin ku tiştek tuneye dîsa çûn cihên xwe. [163 ceweri_kevok] Lê diya wî pencera oda wî girt, ew li ser mînderê da dirêjkirin, demekê li ber serê wî rûnişt û serê wî yê ku di rengê berfê de bû, mist da. [164 ceweri_kevok] Wî jî eynî weke zarokekî biçûk serê xwe danî ser çonga diya xwe û herdu congên xwe kişandin zikê xwe. [165 ceweri_kevok] Diya wî gunehê xwe bi wê rewşa lawê xwe anî û ew lawê wê yê ku weke çiyayekî bû, lê niha ketibû wê rewşa xerab, dil û cergê wê disot. [166 ceweri_kevok] Ew demekê li zaroktî û xortaniya lawê xwe fikirî û ew keçikên mehelê ku ji bo lawê wê yê çeleng çiqasî xatir û qîmeta wê digirtin, bi bîr anî. [167 ceweri_kevok] Her ku diya wî serê wî mist dida, wî jî xwe hîn bêtir weke zarokekî hîs dikir û hêsirên çavên wî weke dilopan diherikîn erdê. [168 ceweri_kevok] Diya wî jî ji bo ku hêsirên wê neherikin ser riwê lawê wê, bi destmala serê xwe hêsirên xwe pakij dikir û nifirên dinyayekê li mala apanê wî dikir. [169 ceweri_kevok] Mala apanê wî ku demekê tade û neheqiyeke mezin li wê kiribûn û ew apê wê yê ku bûbû sedema kuştina keça wê û bûbû sedema ku kurê wê têkeve wê rewşê. [170 ceweri_kevok] Wê, nifir li wî apî dikir. [171 ceweri_kevok] Wê di dilê xwe de nifirên xwe dikirin. [172 ceweri_kevok] Wê digot, te warê min kor kir, Xwedê warê te jî kor bike. [173 ceweri_kevok] Wê digot, te mala min xerab kir, Xwedê mala te jî xerab bike. [174 ceweri_kevok] Wê digot, Xwedê ava reş bi çavên te de bîne. [175 ceweri_kevok] Wê digooot û digot. [176 ceweri_kevok] Mêrik piştî demeke kurt li ser çonga diya xwe di xew re çûbû, lê diya wî ji bo ku wî şiyar neke, heya saet sisê şevê bêyî ku xwe tev bilivîne, di bin serê kurê xwe de rûnişt. [177 ceweri_kevok] Lê heya êdî ji ber tevizandina lingê xwe debar nekiribû, mecbûr mabû kurê xwe, ji bo ku ew here ser nivînê xwe razê, şiyar kiribû. [178 ceweri_kevok] Lawik jî ji nişkê ve ji xewê pekiyabû û ew xwêdana ku ji tesira xewna wî ya tirsê mabû bi pişta destê xwe pakij kiribû. [179 ceweri_kevok] Diya wî bi destê wî girtibû, ew biribû oda wî ya razanê, ew li ser nivînê wî dirêj kiribû, rûyê wî maçî kiribû, lampa wî vemirandibû, hêdîka deriyê wî girtibû û derketibû. [180 ceweri_kevok] Yê mêrik jî xewa wî nehatibû, piştî derketina diya xwe bi nîvsaetekê rabûbû ser xwe û dîsa çûbû oda xwe ya xebatê. [181 ceweri_kevok] Çer ku ketibû hundirê oda xwe ya xebatê pencera xwe vekiribû, lê dîsa girtibû, paşê dîsa vekiribû. [182 ceweri_kevok] Vê carê ji nişkê ve ji hundirê odê dengek hatibû. [183 ceweri_kevok] Mêrik veciniqîbû, li paş xwe zîvirîbû, dîtibû ku dîsa xweha wî li quncika odê stûyê xwe xwar kiriye û dixwaze ji birayê xwe re tiştinan bibêje. [184 ceweri_kevok] Birayê wê jî hebekî berepaş çûbû, li quncika din ya odê li ser kursiyekê rûniştibû û wî jî bi stûxwarî li xweha xwe nihêrîbû. [185 ceweri_kevok] Carekê, mîna niqutî dilê wî ku ew ne xweha wî ye, bi tenê li ber çavên wî wilo dibe, lê weke xweha wî dizanîbû ew çi fikiriye, loma zûka ji wî re gotibû: [186 ceweri_kevok] [directspeech Ez xweha te me, bavê mino! [187 ceweri_kevok] Ez Sorgulê me. [188 ceweri_kevok] Ez niha ji ba dergîstiya te têm. [189 ceweri_kevok] Mêrik dîsa jî baş lê nihêribû, ew xweha xwe ya berî bi panzdeh sal û çar–pênc mehan anîbû bîra xwe, dîtibû ku tu guhertin di xweha wî de çênebûne, ew spehîbûna xwe ya berî bi panzdeh sal û çend mehan hîna jî parastiye. [190 ceweri_kevok] [directspeech A îro min dergîstiya te dit. [191 ceweri_kevok] Wê got, ger tu herî silavên min lê bike, jê re bibêje, ez li benda wî me, ez ji wî pê ve kesî nakim, bila ew jî kesî neke. [192 ceweri_kevok] Wê dixwest bi min re were, lê nehat, wê got, jê re bibêje, bila ew were. [193 ceweri_kevok] Wê got, ma ne heqê min e ku ew were min bibîne. [194 ceweri_kevok] Min jê re got, belê, heqê te ye, ez ê herim kekê xwe bînim û werim. [195 ceweri_kevok] Ew niha haziriya me dike, ew niha li benda me ye, çavên wê li riya me qerimî ne. [196 ceweri_kevok] De heydê kekê mino, heydê em herin. [197 ceweri_kevok] Niha xweha wî çûbû ber pencerê, herdu destên xwe avêtibûn pencerê û ji birayê xwe re, yê ku dîsa hêsirên wî di ser riwê wî yê bi rih de diherikî re digot, »de haydê em herin«. [198 ceweri_kevok] Keçik di pencerê re derket û çû. [199 ceweri_kevok] Dengê wê ji dûr ve di guhên mêrik de dikir zingînî: »Tu jî bide dû min keko, ez li benda te me!…« [200 ceweri_kevok] Merik jî herdu destên xwe avêtin pencerê, hilkişiya ser û xwe bi dû xweha xwe de avêt. [201 ceweri_kevok] Sibehê zû, gava mele ji mizgeftê vegeriya malê, ji dûr ve dît ku yek li kuçê dirêjkirî ye, kûçik û cewrikek li dora wî diçin û tên û lingên wî bêhn dikin. [202 ceweri_kevok] Her ku mele nêzîktir bû, fêhm kir ku ew lawê cîranê wan e. [203 ceweri_kevok] Gava wî xwe avêtibû, pêşî li ser zik ketibû, paşê qulupîbû ser piştê. [204 ceweri_kevok] Nîvê riwê wî yê çepê nemabû, mêjiyê wî rijiyabû erdê. [205 ceweri_kevok] Melê ew çend mêşên rengkesk yên ku dikirin vingînî, dane alî û bi destmalka xwe riwê wî nuxumand [206 ceweri_kevok] Dilê şikestî [207 ceweri_kevok] Ew saet sisê şevê hat malê. [208 ceweri_kevok] Hêdî, bêî ku kesî şiyar bike derî vekir û ket hundir. [209 ceweri_kevok] Tesîra vexwarinê ji ser wî çûbû, lê dîsa jî hebekî dihejiya. [210 ceweri_kevok] Wî bi wê hejandina xwe çakêtê xwe ji xwe kir, bi dar de kir û bêî ku lampê vêxîne derbasî odeya xwe ya razanê bû. [211 ceweri_kevok] Jina wî ya ku ji êvar de xew neketibû çavan; her li benda wî mabû û xwe bi derewan li xewê danîbû, bêhngirtin û bêhnberdana xwe jî mîna yeke ku di xeweke kûr de be, girt û berda. [212 ceweri_kevok] Mêrik jî bi fikira ku wê ji xew şiyar neke, hêdî pantolonê xwe ji xwe kir, paşê gomlek jî ji xwe kir û ew avêtin wê rasta odê. [213 ceweri_kevok] Dû re bêdeng xwe li ser nivîna, li paş jina xwe dirêj kir. [214 ceweri_kevok] Bi ketina mêrik ya nava nivîna re, mîna ku jinik ji xewê şiyar bibe, xwe vezeland, bi derewa bawişkî û bi dilekî xerab ji mêrê xwe pirsî: [215 ceweri_kevok] [directspeech Tu hatî? [216 ceweri_kevok] Mêrikê ku bêhna araqiyê jê dihat û wê şevê qet dilê wî û munaqeşê tunebû, bi dengekî nizim got: [217 ceweri_kevok] Erê. [218 ceweri_kevok] Ma saet çend e? [219 ceweri_kevok] Wextî mêrik derew bikira û saet şaş jê re bigota, lê gava çavên wî li saeta li ser masê, ya ku di tarîtiyê de sor dikir, ket, mecbûr ma rastiyê bibêje: [220 ceweri_kevok] [directspeech Saet sisê ye. [221 ceweri_kevok] Jinikê bi xwe dizanîbû ku saet sisê ye. [222 ceweri_kevok] Ji êvar de çavên wê ji wê saeta li ser maseya oda razanê neqetiyabûn. [223 ceweri_kevok] - Tu heta niha li ku bû? [224 ceweri_kevok] - Ez bîskê çûbûm mala Ehmed. [225 ceweri_kevok] Ji wir jî em çûn komelê. [226 ceweri_kevok] - Ma komele heta vê saetê vekirî ye? [227 ceweri_kevok] - Ma min got, komele? [228 ceweri_kevok] - Erê, te got, komele. [229 ceweri_kevok] - Na keçê, em neçûbûn komelê, em çûbûn mala Osman. [230 ceweri_kevok] - Hûn çûbûn mala Osman? [231 ceweri_kevok] Mêrik ji westandinê nizanîbû çi dibêje, ji xewê pê ve tiştek nedihat bîra wî. [232 ceweri_kevok] Wî dixwest kurt bibire û ji xwe re rakeve. [233 ceweri_kevok] - Niha ez çûbûm ko, neçûbûm ko, ji te re çi lazim e? [234 ceweri_kevok] - Çawa ji min re ne lazim e? [235 ceweri_kevok] - Keçê dev ji min berde, ez bêxew im, ez ji xwe re rakevim. [236 ceweri_kevok] - Tu bêxew î ne, çima na? [237 ceweri_kevok] - Keçê, dev ji min berde! [238 ceweri_kevok] min ji te re got. [239 ceweri_kevok] - Ez dev ji te bernadim. [240 ceweri_kevok] Te îşev çi kiribe divê tu ji min re bibêjî. [241 ceweri_kevok] Mêrik bi kenekî ne ji dil got: [242 ceweri_kevok] Keçê, ma ez ê çi bikim? [243 ceweri_kevok] Tu dizanî tu çi dikî. [244 ceweri_kevok] Niha tu dikarî buhtanan jî têxî stûyê min. [245 ceweri_kevok] Na herê, melayiketên nola te dikarin çi bikin. [246 ceweri_kevok] Mêrik dîsa kenekî ne ji dil, kenekî xav kir: Bi wî kenê wî jinik qeherî, îcar bi dengekî hebekî bilind got: [247 ceweri_kevok] [directspeech Ger tu ê vê bi min bikî, min bişîne welêt çêtir e. [248 ceweri_kevok] Ez hew dikarim îdare bikim, bes e ji derdê te! [249 ceweri_kevok] Mêrik demekê xwe li razanê danî, lê nebû; gotinên jina wî yên bi hêrs û bi gazin qet firsend nedidayê ku razê. [250 ceweri_kevok] Wî bi xwe jî bi vê yekê zanîbû, loma bêî ku lampê pêxîne, destê xwe dirêjî ser maseya nêzîka qeryole kir, rahişt pakêta xwe ya cigarê, cigarek jê derxist, pêxist û çend hilmên kûr li ser hev lê xistin. [251 ceweri_kevok] Jinik li benda wî bû ku ew tiştekî bibêje, lê gava deng jê derneket, dîsa wê got: [252 ceweri_kevok] [directspeech Ez zanim tu dîsa çûyî ba wê qehpikê, wê qehpika qûnmezin...Wê qehpika araqvexwir, wê qehpika ku nîvê bajêr bera ser xwe dide... Mêrik bi sert peyva wê birî: [253 ceweri_kevok] Wek kûçikan mereye! [254 ceweri_kevok] Zimanê xwe weke yê kûçikan dirêj meke! [255 ceweri_kevok] Jinekê jî bi hêrs bersiv da. [256 ceweri_kevok] Ger ne wilo be, bêje, ne wilo ye! [257 ceweri_kevok] Gava mêrik bêdeng ma, jinikê dîsa got: [258 ceweri_kevok] Erê, ma ne wilo ye? [259 ceweri_kevok] Na, ne wilo ye! [260 ceweri_kevok] mêrik bi hêrs got. [261 ceweri_kevok] Jinik êdî baş hêrs bû, her tişt da ber çavan. [262 ceweri_kevok] Wê çaxê ez ê jî bi riya xwe de herim, wê bi dengekî bi bawerî got. [263 ceweri_kevok] Mêrik fêrî wan gotinên wê bûbû, vê carê jî ew cidî negirt: [264 ceweri_kevok] [directspeech Tu bi ku de dicehemî biceheme, got û berê xwe jê guhert da ji xwe re razê. [265 ceweri_kevok] [directspeech Ez ji te re dibêjim, jinikê got. [266 ceweri_kevok] Ger tu dev ji van awayên xwe bernedî ez ê herim. [267 ceweri_kevok] Ez hew deqîqekê li vê malê disekinim. [268 ceweri_kevok] Ez ê zarokên xwe bibim û herim. [269 ceweri_kevok] Mêrik pir westiyabû, hêdî di ber xwe de got: [270 ceweri_kevok] [directspeech Here... [271 ceweri_kevok] [directspeech Ez ê herim, jinikê got, ji nav nivîna hol bû û lampe pêxist. [272 ceweri_kevok] Mêrikê ku xwe hê jî tevnelivandibû, dîsa hêdî di ber xwe de got: [273 ceweri_kevok] Keçê, vê şevê dev ji min berde... [274 ceweri_kevok] Ez ji te re rast dibêjim, jinikê bi dengekî bilind û nîvgirî got. [275 ceweri_kevok] Bi dengê wê re zaroka wan ya biçûk ji oda kêleka wan giriya. [276 ceweri_kevok] Gava dengê zarokê hat mêrik, mêrik ji nav nivînê xwe rabû, şîmaqek bi hêz li ser çavê jinikê xist û hin çêr ji dê û bavê wê re kirin. [277 ceweri_kevok] Di wê navberê de zarokên wan yên din jî rabûn, lê bavê wan bi ser wan de qîriya û zarok dîsa bi paş de çûne odên xwe. [278 ceweri_kevok] Saet dihat çaran, tarîtiya şevê hêdî hêdî cihê xwe ji ronahiyê re dihişt. [279 ceweri_kevok] Mêrikê ku ji ser ya xwe danediket, kirinên xwe rast didîtin û li kesî din guhdarî nedikir, vê carê jî dixwest bi ya xwe bike. [280 ceweri_kevok] Lê jina wî jî, ya ku bi a wî gelekî bi înad bû, ji ser ya xwe danediket. [281 ceweri_kevok] Wê her çiqas dizanîbû piştî sê zik zarok hevduberdan ne hêsan e jî, dîsa biryara xwe dabû, ku mêrik careke din vê yekê bikê, ew ê dev jê berde. [282 ceweri_kevok] Çend caran ew efû kiribû û mêrik jê re sond xwaribû, ku ew êdî hew tiştên weha dike. [283 ceweri_kevok] Lê wî tu caran sonda xwe bi cih netanî, piştî du-sê rojan dîsa ji mal winda dibû. [284 ceweri_kevok] Tew carinan jê ew bi şev jî nedihat malê. [285 ceweri_kevok] Şevên ku dihat malê jî, mîna îşev saet di sisê, an jî çarê sibehê de dihat. [286 ceweri_kevok] Mêrik cigareke din pêxistibû, li ser qorziya qeryole rûniştibû, serê xwe berjêr kiribû û difikirî. [287 ceweri_kevok] Jinikê jî herdu destên xwe xistibûn bin çengên xwe û li derve, li xaleke nexuyayî dinihêrî. [288 ceweri_kevok] Paşê jinikê berê xwe bi mêrê xwe ve kir; serê mêrik hê jî di ber wî de bû û kûr kûr difikirî. [289 ceweri_kevok] Ji dilê jinikê dihat ku wî bide ber kêran û bikuje lê dikir nedikir nikarîbû jê nefret bikira. [290 ceweri_kevok] Her çiqas hin jinên hevalên wê ew şîret kiribûn û jê re gotibûn, dev ji vî mêrî berde jî, wê dikir nedikir ne dikarîbû dev ji mêr berdaya, ne jî gava mêr lêdixist, dikaribû li wî gilî bikira. [291 ceweri_kevok] Lê îşev kêr gihabû hestî, hatibû heta qirika wê. [292 ceweri_kevok] Ji xwe dilxerabiya ku îşev pê girtibû bûbû mîna gulokek mar û ketibû zikê wê. [293 ceweri_kevok] Ji dil bêtir zikê wê dêşiya. [294 ceweri_kevok] Hezkirina mêrê wê ya li hemberî wê keçikê, gotinên xweş ku ji keçikê re digotin, pê re razana wî, hemû dihatin ber çavên wê. [295 ceweri_kevok] Gava ew li tiştên wilo difiki rî dêhn dibû, aqilê xwe winda dikir. [296 ceweri_kevok] Vê carê jî wilo bû: [directspeech Serê xwe mîna yê pîrekan nexe ber xwe, jinikê ji mêrê xwe re got û jê pê ve nizanibû wê çi bibêje. [297 ceweri_kevok] Mêrik hêrs bû, lê wî jî tiştek negot, di cihê xwe bêdeng ma. [298 ceweri_kevok] Jinik dîsa peyivî: [299 ceweri_kevok] [directspeech Îcar ji te weye ew qehpik ji te hez dike? [300 ceweri_kevok] Ew qehpika ku nîvê bajêr bera ser xwe dide. [301 ceweri_kevok] Wê qehpika pîs û qûnmezin... [302 ceweri_kevok] Keçê bes e! [303 ceweri_kevok] mêrik got. [304 ceweri_kevok] Ne bes e! [305 ceweri_kevok] Bes bireye! [306 ceweri_kevok] Ez bes nakim! [307 ceweri_kevok] Divê îro her tişt safî bibe! [308 ceweri_kevok] De tu çi gûyî dixwî bixwe. [309 ceweri_kevok] [directspeech Ji mala min here! [310 ceweri_kevok] jinikê got. [311 ceweri_kevok] Bi wê heramiya xwe nekeve nava nivînê min! [312 ceweri_kevok] Nivînê min neherimîne! [313 ceweri_kevok] Mîna ku mêrik bi sûcê xwe hesiyabe, deng nekir. [314 ceweri_kevok] Lê jinikê rahişt pantolon û gomlegê wî, bi hêrs avêtin ser wî û got: [315 ceweri_kevok] [directspeech Ji mala min here, here ba wê qehpikê! [316 ceweri_kevok] Mêrik ji cihê xwe pengizî û rabû jinikê; kê dera wê kete ber wî, lêxist. [317 ceweri_kevok] Ne got çav e, ne dest e, ne serî ye, ne pişt e; hema ku dera wê diket ber wî, lêdixist. [318 ceweri_kevok] Her ku wî lêdixist, jinikê jî dikir qîrîn û digot. [319 ceweri_kevok] Hersê zarokên wan şiyar bûbûn, hatibûn oda wan, ji tirsan xwe li hev pêçabûn û bi îskînî digiriyan. [320 ceweri_kevok] Ne haya dê, ne jî haya bavê ji zarokan çênebûbû, ew her bi hevdu re mijûl bûn. [321 ceweri_kevok] Nizanim çi li serê jinikê xistibû, serê jinikê şikandibû, ew xwîna ku ji serê wê dihat li ser kincên wê û li hundirê odê belav bûbû. [322 ceweri_kevok] Hîn ew wilo ji hev neqetiyabûn, hebe tunebe, wê cîranê wan ji polîsan re telefon kiribe, di demeke pir nêzîk de, otomobîla polîsan bi sureteke xurt hat, li ber deriyê wan sekinî û du polîsên dirêj, bi navmil, digel kûçikekî xurt û şiyar, bi lez xwe ji otomobilê avêtin û bi êrîş çûn hundir. [323 ceweri_kevok] Bi fikira ku belkî mêrik li hemberî polîsan rabe û tiştekî bi kar bîne, polîsekî demanca xwe jî kişandibû. [324 ceweri_kevok] Lê mêrik li hember polîsan ranebû, mîna ku dizanibû wê polîs destên wî kelemçe bikin, herdu destên xwe dirêjî polîs kirin. [325 ceweri_kevok] Polisekî bi lez destê wî kelemçe kir, ew da pêşiya xwe û ew ber bi otomobîlê ve bir. [326 ceweri_kevok] Paşê yek ji wan polîsan dîsa bi paş de vegeriya hundir, herçiqas birîna jinikê ne birîneke xedar bû jî, polîs ji ambûlansê re telefon kir û heta ambûlans hat, pirsên ku ji jinikê pirsîbûn, di deftera xwe de not girtin. [327 ceweri_kevok] Mêrik du mehan di girtîgehê de ma, meha sisiyan gava hat berdan, jinikê doza hevduberdanê lê kir û ew bi biryara mehkemê ji hev hatin berdan û zarok û xanî jî para jinikê ketin. [328 ceweri_kevok] Mêrik jî çû ba keçikê. [329 ceweri_kevok] Keçika ku ji bîst û du saliya xwe nuh ketibû bîst û sisiyan li nexweşxanê hemşîretî dikir. [330 ceweri_kevok] Meha pêşî gelekî xweş bi hev re derbas kirin, gelekî ji hev hez dikirin... Ji kêfa evîna hevdu re herdiwan jî hefteyekê ji cihê karê xwe îzin girtin û bi hev re çûn Lanzeroteyê. [331 ceweri_kevok] Ew bi şev û roj ji hev têr nedibûn. [332 ceweri_kevok] Ji çend saetên xwarinê û ketina avê ne têde, wekî din ew her bi hev şa dibûn, hevdu mist didan, bi hev re radizan. [333 ceweri_kevok] Ne rojek, ne du roj, ne sê roj, wextê wan hefteyekê her wilo bi kêf, bi zewq, bi evîn û xweş derbas bû. [334 ceweri_kevok] Piştî ku ji tatîlê vegeriyan bi hefteyekê jî têkiliyên wan wilo xweş bûn. [335 ceweri_kevok] Lê êvarekê gava keçik ji kar hat malê ne wek hertim bi kêf bû. [336 ceweri_kevok] Gava mêrik xwest wê hemêz bike û maçî bike, keçikê bi sarî ew maçî kir, cara didiwan wê berê xwe jê guhert. [337 ceweri_kevok] Sarbûna keçikê tavilê bala mêrik kişand. [338 ceweri_kevok] Lê berî ku mêrik tiştekî bibêje, wê got: [339 ceweri_kevok] [directspeech Divê tu ji xwe re xaniyekî bibînî. [340 ceweri_kevok] Ez dixwazim bi tenê bimînim. [341 ceweri_kevok] Mêrik sar ma. [342 ceweri_kevok] Te heft xencer lê bixista piça xwînê jê nedihat. [343 ceweri_kevok] Ev çi bû îcar? [344 ceweri_kevok] Ma ne wan ji hev re soz dabûn, ku ew ê bi hev re bimînin û sala bê jî bi hev re herin Krêtayê, li wir destgirtî bibin û li wir du hefteyên xweş û bi şahî bi hev re derbas bikin. [345 ceweri_kevok] Ma qey keçikê ev hemû tişt ji bîr kiribûn? [346 ceweri_kevok] Du-sê rojên din jî bi hev re man, lê ji hev gelekî sar, an jî keçik jê gelekî sar bû. [347 ceweri_kevok] Her çiqas mêrik dixwest wê hemêz bike an wê maçî bike, keçikê xwe bi paş ve dikişand an jî carê ji xwe re mijûliyek peyda dikir da ku ji mêrik rizgar bibe. [348 ceweri_kevok] Di hundirê wan du-sê rojan de jî tenê carekê bi hev re razan, ew jî ne ku jinikê dixwest, hema hema bêjin bi zorê bû. [349 ceweri_kevok] Gava mêrik xwe da erdê û nexwest ji mala keçikê bar bike, keçikê jê re du roj mudet da û got ku ew vê carê bar neke ew ê ji polîsan re telefon bike û dê wî bi zorê ji malê derêxe. [350 ceweri_kevok] Ji ber ku mêrik gelek salan li Swêdê mabû û bi qanûnên Swêdê û azadiya jinan dizanîbû, ji xwe re zû ji destê dudan xaniyekî xwendevanan peyda kir û barkirê. [351 ceweri_kevok] Lê piştî ku bar kir jî her keçik azad nedihişt; bi roj bûya, bi şev bûya, ji keçikê re telefon dikir û her carê ku telefon dikir jî nêzîkî nîvsaetê dipeyivî. [352 ceweri_kevok] Her çiqas ji keçikê re digot: »çawa hezkirina te wilo dawî hat?« bersiva ku keçikê didayê jî her »ez dixwazim bi tenê binînim« bû. [353 ceweri_kevok] Ji bo ku keçik jê pak bibe û êdî hew dengê wî bibihîze, wê nimra telefona xwe jî guhert. [354 ceweri_kevok] Vê yeka han tesîreke ecêb li mêrik kir, dinya bi ser wî de hilşand. [355 ceweri_kevok] Her tişt li ber çavên wî reş bûn. [356 ceweri_kevok] Du sê rojan zor da cigarê û vexwarinê; hefteyekê neçû kar; dikir nedikir keçik ji bîrê nediçû. [357 ceweri_kevok] Rojekê, danê nîvro gava li otobusê siwar bû, dît ku destê keçikê di destê xortekî ji Emerîka Latînî de ye û li ber camekana dikanekê rawestiyane û li kincan dinihêrin. [358 ceweri_kevok] Heta otobus li kuçê zîvirî jî wî di ser stûyê xwe re li wan nihêrî. [359 ceweri_kevok] Heya bi çar pênc mehan bi zorê wî hebekî ew keçik ji bîr kir. [360 ceweri_kevok] Lê tenêtî çiqasî nexweş bû. [361 ceweri_kevok] Bi tenê razê, bi tenê rabe. [362 ceweri_kevok] Bi tenê bixwe, bi tenê vexwe. [363 ceweri_kevok] Carinan jê wî bi saetan xwe li ser nivînê xwe dirêj dikir, çavên xwe bera nixteyekê didan û wilo bêdeng dima. [364 ceweri_kevok] Ger wilo dom bikira ew ê şerpeze û dîn bibûya. [365 ceweri_kevok] Şev nîvê şevê rabû ji kevnejina xwe re telefon vekir. [366 ceweri_kevok] Jinik bi dengê telefonê ji nava nivînan pekiya û bersiv da: [367 ceweri_kevok] Elo… [368 ceweri_kevok] Elo, ez im… [369 ceweri_kevok] Xêr e tu vê şevê telefon dikî? [370 ceweri_kevok] Her çiqas panzdeh salan bi hev re mabûn jî, dîsa wan çend mehan ew ji hev bi dûr xistibûn; mêrik nikanîbû mîna berê serbest pê re bipeyiviya. [371 ceweri_kevok] Vê carê lawik kir sebeb: [372 ceweri_kevok] [directspeech Min dixwest ez bi Temo re bipeyivim: [373 ceweri_kevok] [directspeech Temo niha razaye û wê sibehê zû rabe here mektebê, tu dikarî sibehê piştî mektebê telefon bikî. [374 ceweri_kevok] Şev baş! [375 ceweri_kevok] Jinikê telefon di rûyê wî de girt. [376 ceweri_kevok] Ev yeka han pir li zora wî çû, lê neda xuyakirin. [377 ceweri_kevok] Bîskekê xwe li ser nivînê xwe dirêj kir, paşê cigarek pêxist; piştî ku cigara xwe kişand, dîsa telefon vekir. [378 ceweri_kevok] Keçê qet nebe em bîskê bipeyivin. [379 ceweri_kevok] Em ê çi bipeyivin? [380 ceweri_kevok] jinikê got. [381 ceweri_kevok] Li ser rewşa me [382 ceweri_kevok] Rewşa çi? [383 ceweri_kevok] Ma nabe ku em dîsa werin ba hev? [384 ceweri_kevok] Ez niha rehet im, dev ji min berde. [385 ceweri_kevok] Erê jinikê wilo got, lê qet nebe ji bo zarokan bûya jî wê dixwest careke din bigihên hev. [386 ceweri_kevok] [directspeech Keçê meriv carekê şaşiyê dike. [387 ceweri_kevok] Jinikê dizanibû ku ew niha hewcedarî wê ye. [388 ceweri_kevok] Gava yek zeyif dikive, yê din xurt dibe. [389 ceweri_kevok] Jinikê jî xwe di wê deqîqê de pir xurt û bi hêz hîs kir. [390 ceweri_kevok] Wê şevê belkî zêdeyî saetekê bi telefonê bi hev re peyivîn. [391 ceweri_kevok] Her çiqas mêrik xwest wê şevê here malê, yanî here mala jinikê jî, lê jinikê nexwest û piştî wê bi du rojan bi alîkariya hin malbatên din ew dîsa li hev hatin. [392 ceweri_kevok] Ne ji wan bêtir be jî, bi qasî wan zarokên wan jî kêfxweş bûn. [393 ceweri_kevok] Bi xwestina jinikê wan ji wî bajarî bar kirin û çûn li bajarekî din bi cih bûn. [394 ceweri_kevok] Mêrikê ku bi xwe hem li welêt, hem jî li Swêdê mamoste bû, dev ji mamostetiyê berda, bi hevalekî xwe re ku ew jî li welêt avûkat bû, lê li Swêdê li ser sosyalê dijiya, restorantek vekirin. [395 ceweri_kevok] Restoranta wan ku îro yek ji restorantên bajêr ya herî baş e, bi xwarinên xwe yên kurdî navdar e. [396 ceweri_kevok] Şeva sersalê [397 ceweri_kevok] Berî şeva sersalê bi hefeyekê, hevalekî Alan jê re telefon kir û xwest ji bo pîrozkirina sersalê bi hin malbatên din re li malekê li hev bicivin û ji xwe re şeveke şahiyê çêbikin. [398 ceweri_kevok] Herçiqas Alan li ser riya Parîsê bû û bilêta xwe ya çûyîn û hatinê birrîbû jî, dîsa hevalê wî ew ji rê bir û nemaze ji bo ku wê Metîn Cansever jî beşdarî şeva şahiyê bibûya, xwest ku Alan jî ji wê şevê nemîne û ji salê carekê şeveke wilo xweş û bi reng bi hev re pîroz bikin. [399 ceweri_kevok] Alan bi xwe navê Metîn Cansever çend carên din li hin cihên din jî bihîstibû. [400 ceweri_kevok] Lê li her cihekî bi awayekî behsa wî hatibû kirin. [401 ceweri_kevok] Ji bo Alan firsenda dîtina vî kesî nerevîne û qet nebe bi nas û hevalên xwe re di şeveke wilo de li hev bicivin, hema bi lez bilêta xwe ya balafirê, digel ku hinek pereyên Swêdî zêde bide vegerand, piştî wê bi rojekê bi telefonê li hevalê xwe geriya û ji bo beşdarbûna xwe ya şevê ew haydar kir. [402 ceweri_kevok] Hevalê wî yê ku ji eynî bajarî bû û li welêt muhendîz bû, lê li Swêd di restorantekê de firaxşoyî dikir û wextê xwe yê vala bi çêkirina resiman ve derbas dikir, bi nûçeya ku wê Alanê beşdarî şeva şahiyê bibe, pir kêfxweş bû. [403 ceweri_kevok] Êvara sersalê nêzîkî panzdeh kesan li mala hevalê Alan civiyan. [404 ceweri_kevok] Digel ku piraniya beşdarên şevê navsal bûn jî hê ew nezewicî bûn. [405 ceweri_kevok] Jinên du hevalan jî weke her sal îsal jî çûbûn welêt. [406 ceweri_kevok] Ji jina mazûbên û du keçikên swêdî pê ve tu jin tunebûn. [407 ceweri_kevok] Ew herdu keçikên swêdî jî hevalên du beşdarên civînê bûn. [408 ceweri_kevok] Lê ew zêde neman, hîn berî ku Metîn Cansever were, wan xatir ji hevalên xwe xwestin, li ser lingan tiştin ji hev re gotin û çûn. [409 ceweri_kevok] Metîn Cansever piştî hemiyan hat. [410 ceweri_kevok] Qatek kincên reş û gomlegekî spî li xwe kiribû, qerewata reşbelek bi ser de girê dabû û hê ji dûr ve bêhneke xweş jê difûriya. [411 ceweri_kevok] Piştî ku silav da civatê û ji bo derengmayina xwe ji nas û hevalên li wir uzra xwe xwest, bi nermî xwe da ser kursiyê. [412 ceweri_kevok] Lixwekirin, nazikî û kubariya Metîn Cansever tavilê bala Alan kişand. [413 ceweri_kevok] Loma, bêî ku ew haya kesî bigihînê, wî xwe nêzîkî Metîn Cansever kir û hêdî çû û li ba wî rûnişt. [414 ceweri_kevok] Piştî ku hemiyan bixêrhatinî dan hev, xwe bi hev dane naskirin û bi noşîn çend qedeh li hev xistin, Metîn Cansever hêdî di ser stûyê xwe re zîvirî û bi dengekî nizim ji Alan pirsî: [415 ceweri_kevok] [directspeech Ma xorto tu zûde hatiyî Swêd? [416 ceweri_kevok] Alanê ku qet nebe bi sê-çar salan ji Metîn Cansever mezintir bû, bi nazikî bersiva wî da: [417 ceweri_kevok] [directspeech Piştî du mehên din deh salên min têne dagirtin. [418 ceweri_kevok] Metîn Cansever rahişt qedeha xwe ya şerabê, bilind kir, lê nihêrî, du-sê gulp jê vexwar, lêva xwe ya jêr mêt, serê xwe hinekî hejand û bi axînkişandineke bêdeng dîsa ji Alan pirsî: [419 ceweri_kevok] Tu qet neketiyî, tu çend salî yî? [420 ceweri_kevok] Ez çil û sê salî me, Alan got. [421 ceweri_kevok] Pirs ne eyb be tu çend salî yî? [422 ceweri_kevok] Yê min tu lê nepirse. [423 ceweri_kevok] Metîn Cansever dîsa rahişt qedeha xwe, vê carê li ya Alan xist, tiştê ku di qedehê de mabû bi ser xwe dakir û ji Alan pirsî: [424 ceweri_kevok] Tu çi karî dikî? [425 ceweri_kevok] Ger kar bête hesab, ez rojnamevan im, Alan got. [426 ceweri_kevok] Metîn Cansever dîsa qedaha xwe dagirt, qurtek jê vexwar û bi dengekî nizim peyva xwe domand: [427 ceweri_kevok] [directspeech Min jî demekê rojnamevantî dikir, lê karê doktoriyê ez li paş hiştim. [428 ceweri_kevok] Niha xebata min li ser romanekê heye. [429 ceweri_kevok] Roman li ser jiyana romantîkekî kurd e, ku di sedsala nozdehan de jiyaye û ji malbateke ronakbîr û têgihiştî ye. [430 ceweri_kevok] Min roman bi kêmanî deh caran nivîsandiye û xerab kiriye. [431 ceweri_kevok] Tam deh salên min girt. [432 ceweri_kevok] Lê çi fêde, roman derkeve jî kurd jê fêhm nakin. [433 ceweri_kevok] Ji bo têgihiştina romaneke wisa kultureke bilind lazim e. [434 ceweri_kevok] Lê tu a rastî bixwazî, ez vê ne ji bo kurdan dinivîsim, min bêtir berê xwe daye Ewrûpiyan. [435 ceweri_kevok] Ji xwe berî kurdiya wê, dê ji aliyê du hevalên min yên nivîskar bi fransî û îngilîzî derkeve. [436 ceweri_kevok] Hevalê Alan yê ku li kêleka Metîn Cansever rûniştibû, herdu guhên xwe miç kiribûn û li sohbeta wan guhdarî dikir. [437 ceweri_kevok] Gava Metîn Cansever li vê yeka han hayî bû, xwest peyvê dagerîne ser tiştekî din, lê mazûbên bi ken jê pirsî: [438 ceweri_kevok] [directspeech Ka ew pirtûka te derneket lo? [439 ceweri_kevok] [directspeech Na welle, hê derneketiye. [440 ceweri_kevok] Mîratê xebateke dûr û dirêj jê re divê. [441 ceweri_kevok] Ji bo bidestxistina hin delîl û malûmatan divê ez herim Misrê û Sûriyê. [442 ceweri_kevok] Lê destên min ne vala ne, wergerandina hin klasîkan di destên min de hene. [443 ceweri_kevok] Ez niha bi wergerandina Tolstoy û Dostoyevskî ve mijûl im. [444 ceweri_kevok] Her ku şev derengtir dibû, hewa sohbetê ewçend germtir û xweştir dibû. [445 ceweri_kevok] Li ser masa mitfaxê û ya oda rûniştinê tije xwarin û vexwarinên pirtexlît bûn. [446 ceweri_kevok] Hemiyan bi kêf dixwarin, vedixwarin, dipeyivîn, dikeniyan. [447 ceweri_kevok] Û cigare… Wan cigare ji cigarê pêdixistin. [448 ceweri_kevok] Wilo bûbû ku ji dixana cigaran çavan çav nedidîtin. [449 ceweri_kevok] Ji bo hênikkirina hundir û ji dixanê pakkirina odê çend caran pencere vekirin jî, lê dîsa ji ber nexweşiya Metîn Cansever tavilê girtin. [450 ceweri_kevok] Bi lêdana saet donzdehan wan şûşeyeke şampanya vekirin. [451 ceweri_kevok] Yê ku şûşe vekir mirovekî navsal, bejindirêj, hebekî rûdagirtî, porspî û ji der û dora Diyarbekirê bû. [452 ceweri_kevok] Bi saloxan, wî di dema xwe de bingeha partiyekê avêtibû û di partiyê de jî karekî girîng girtibû ser xwe. [453 ceweri_kevok] Ew du-sê caran jî hatibû girtin, lê dîsa zû hatibû berdan. [454 ceweri_kevok] Li gora hevalên ku ew nasdikirin, spîbûna porê wî ne nîşana biaqiliya wî bû [455 ceweri_kevok] Piştî ku wî qedehên hemiyan dagirt û bi noşîn qedehên xwe li hev xistin, wî destekî xwe xist bêrîka xwe, destê din jî danî ser masê û peyivî: [456 ceweri_kevok] [directspeech Gelî hevalan, lihevkombûna me ya îşev rojek ji rojên welêt tîne bîra min. [457 ceweri_kevok] Ew rojên xweşiyê, yên şahiyê. [458 ceweri_kevok] Lê şîreta min li we, ji siyasetê bi dûr bikevin. [459 ceweri_kevok] Destê xwe danî ser porê xwe. [460 ceweri_kevok] Min ev por di siyasetê de spî kiriye. [461 ceweri_kevok] Min tam bîst salên xwe dane siyasetê. [462 ceweri_kevok] Ka min çi kir? [463 ceweri_kevok] Ka çî min heye? [464 ceweri_kevok] Xortekî ku li quncikê rûniştibû û ta bi wê deqîqê deng jê derneketibû, rabû ser xwe û xwest peyva wî bibire, lê xwediyê malê çav dayê û ew da rawestandin. [465 ceweri_kevok] Mêrikê diyarbekirî her got. [466 ceweri_kevok] Ew geh hêrs dibû, bi dengekî bilind dipeyivî, geh jî dengê xwe dadixist, nerm dibû û bi bergerîn digot. [467 ceweri_kevok] Wilo bû ku êdî hew kesî guh dayê. [468 ceweri_kevok] Hinan gotin: »Serxweş e, dev jê berdin, çi dibêje bila bibêje«. [469 ceweri_kevok] Hinek jî rabûn, xwestin bi milên wî bigirin û wî bavêjin der, lê dîsa xwediyê malê nehişt û ew dane rawestandin. [470 ceweri_kevok] Pir tê re neçû, mêrikê me yê Diyarbekirî xwe li quncikeke xênî avêt erdê û hema li wir di xew re çû. [471 ceweri_kevok] Metîn Cansever jî êdî ji şerabê derbasî wîskiyê bûbû. [472 ceweri_kevok] Qedeha wî ya wîskiyê di destê wî de bû û li ber tabloyeke Picasso, Guernica, ya ku xwediyê malê ji afîşekê çarçive kiribû û bi dîwêr ve kiribû, rawestiyabû û kûr kûr lê dinihêrî. [473 ceweri_kevok] Wê yeka han dîsa bala Alan kişand, wî jî rahişt qedeha xwe, rabû û çû ba Metîn Cansever. [474 ceweri_kevok] [directspeech Çi ji Picasso dikeve serê te? [475 ceweri_kevok] [directspeech Picasso hosteyekî nemir e. [476 ceweri_kevok] Ne kesî berî wî mîna wî xweş çêkiriye, ne kes dikare piştî wî mîna wî xweş çêbike. [477 ceweri_kevok] [directspeech Navbera te û Salvador Dali çawa ye? [478 ceweri_kevok] [directspeech Digel hebekî dînbûna wî û têkiliyên wî yên bi Lorca re, dîsa jî ew surealîstekî xurt û mezin e. [479 ceweri_kevok] Alanê ku qet nebe hin klasîkên dinyayê xwendibûn, di wê deqîqê de xwe li ber Metîn Cansever pir biçûk û nezan dît. [480 ceweri_kevok] Wextî di dilê xwe de bigota »bi rastî va ye întelektuel ji nava me derdikevin« lê weke Metîn Cansever di dilê wî de be, peyv jê girt: [481 ceweri_kevok] Lê, pismamê Alan, ka ji me çi derketiye? [482 ceweri_kevok] Dîsa berê xwe bi tabloya Picasso vekir [483 ceweri_kevok] Ka kî ji me dikare tabloyeke wisa çêbike? [484 ceweri_kevok] Hebekî sekinî, dîsa got: [485 ceweri_kevok] Ka kî ji me dikare mîna Franz Kafka binivîsîne? [486 ceweri_kevok] Wext bûbû derengê şevê, digel derengiya şevê, dîsa civatê kaseteke govendê danîbû ser, bi besteke xweş û bi dilşahiyeke mezin dîlanên kurdî digirtin. [487 ceweri_kevok] Yên ku nedireqisîn jî, bi stran û çepikên xwe govend geş dikirin. [488 ceweri_kevok] Xuyabû ew vexwarina ku Metîn Cansever ji êvar de vedixwar tesîr lê kiribû. [489 ceweri_kevok] Ne ku serxweş bûbû, lê zêde dikeniya, zêde dipeyivî û her behsa muzîk û edebiyata dinyayê û behsa modernîzmê dikir. [490 ceweri_kevok] Paşê ji nişka ve li govenda geş zîvirî û bi dengekî bilind got: [491 ceweri_kevok] [directspeech Hela bes e bavo, we xwe kuşt! [492 ceweri_kevok] Lê govendê her bi ya xwe kir. [493 ceweri_kevok] Paşê ew li xwediyê malê zîvirî: [494 ceweri_kevok] [directspeech Ka tu ji kereme xwe re ji me re muzîkeke klasîk deyne ser; Mozart, Bethoven… [495 ceweri_kevok] Wextî xwediyê malê bigota, ev hewa ne ya muzîka klasîk e, lê dîsa jî ji bo ku dilê wî nehêle, ji mêvanên xwe yên din destûr xwast û sêlikeke Mozart ya ku di erzaniyê de kirî bû, da ser. [496 ceweri_kevok] Xuya bû wê sêlikê dawiya şeva wan a şahiyê tanî. [497 ceweri_kevok] Hem ji ber derengbûna şevê û tesîra vexwarinê, hem jî ji ber ji bo wan nexweşbûna wê muzîkê, di wê bîskê de çend heb ji wan bawişkîn. [498 ceweri_kevok] Metîn Cansever jî kirî di xew re biçûya, lê ji bo ku di çavên beşdarên şevê de kêm nekeve, bi alîkariya herdu destên xwe rabû ser xwe, yek bi yek destê xwe da wan, destûra xwe û çûyinê ji wan xwest û ber bi derî ve meşiya. [499 ceweri_kevok] Alan û hevalê xwe jî pê re çûne ber derî. [500 ceweri_kevok] Metîn Cansever hêdî, bi cangiranî paltoyê xwe li xwe kir, pêlavên xwe xistin pê û bîskê jî li ser lingan peyivîn. [501 ceweri_kevok] Paşê, berî ku derkeve, destê xwe da xwediyê malê, destê wî bi dostanî guvaşt, spasên xwe ji bo şevê jê re got û hin rexne jî li organîzekirina şevê girt. [502 ceweri_kevok] Li gora ku xwediyê malê Metîn Cansever nas dikir, ew rexneyên wî gelekî normal dîtin û bi devkenî ji bo sersala bê, soza organîzekirinek baştir dayê. [503 ceweri_kevok] Metîn Cansever di wê navê de hejiya û wextî biketa, lê Alan bi lez ket bin milê wî. [504 ceweri_kevok] [directspeech Haa, min wextî tu ji bîr bikira, wî bi dengekî mîna yê serxweşan ji Alan re got. [505 ceweri_kevok] Tu ket serê min. [506 ceweri_kevok] Tu xortekî jîr û zîrek î. [507 ceweri_kevok] Binivîsîne, lê nûjen binivîsîne! [508 ceweri_kevok] Dev ji tiştên kevin berdin, bibin Ewrûpayî. [509 ceweri_kevok] Metîn Cansever bi wî awayî hejiya, derket û çû. [510 ceweri_kevok] Ew berfa hûr û bayê xurt yên ku ji êvar de dihatin, êdî dawî hatibû û cihên xwe ji berfa gir re hiştibûn. [511 ceweri_kevok] Kuliyên berfê li ber şewqên lampên kuçan weke minminîkên spî li ba dibûn. [512 ceweri_kevok] Metîn Cansever stûkura paltoyê xwe bilind kiribû, herdu destên xwe xistibûn bêrîkên xwe, di nava kuliyên berfê de bi hejandin dimeşiya û di ber xwe de stranek digot: [513 ceweri_kevok] Berî hevdîtina Doktor Sertaç û mamosteya unîversîteyê ya fakulteya edebiyatê Perwînê bi rojekê, Dr. [514 ceweri_kevok] Sertaç ji bo kirîna qatek kinc saet ji nehê sibehê heya bi çarê piştî nîvro bêî ku raweste û bêhna xwe berde, li dikan û mixazeyên Diyarbekirê geriya. [515 ceweri_kevok] Ew diçû kîjan dikanê jî nîvê qatên kincên wan li xwe dikir û ji xwe dikir. [516 ceweri_kevok] Rebeno ne mexsûs wilo dikir, bi rastî jî tu kinc lê nedihatin; hemû an jê re teng bûn an jî dirêj bûn. [517 ceweri_kevok] Qatê dawî ku li dikana dawî li xwe kir, hebekî lê dihat lê rengê wî rengekî pirr ecêb bû, kêfa Doktor qet ji wî rengî re nehat. [518 ceweri_kevok] Bi niyeta belkî biecibîne çend caran li ber neynikê çû û hat jî, dîsa nekete serê wî, ew rengê mîna xweliyê qet ew venedikir. [519 ceweri_kevok] Piştî ku wî çakêt ji xwe kir, ji dikandêr pirsî: [520 ceweri_kevok] [directspeech Qatekî din di vê mezinahiyê de, lê rengekî din tuneye gelo? [521 ceweri_kevok] Dikandarê ku temenê wî li dor bîstî bû, bejinzirav, dirêj û zerik bû, carekê du caran di ber qatên kincan re çû û hat, paşê ji Doktor Sertaç re got: [522 ceweri_kevok] [directspeech Belê Welle, gerek qatekî din jî di wê mezinahiyê de hebûya, ger şansê te hebe ew ê nehatibe firotin. [523 ceweri_kevok] Dikandar li wî qatê kincan geriya negeriya nedît. [524 ceweri_kevok] Lê dû re qatekî din ji nava kincan kişand, dirêjî Doktor Sertaç kir û got: [525 ceweri_kevok] [directspeech Ev bi du numreyan jê biçûktir e. [526 ceweri_kevok] Lê ev malê Îskoçya ye. [527 ceweri_kevok] Numrên îskoçî carinan ji yên me mezintir in. [528 ceweri_kevok] Ka tu ji kerema xwe re vî li xwe bike, dibe ku li te bê. [529 ceweri_kevok] Doktor Sertaç ew qatê kincan ji destê dikandar girt û bi cangiranî li xwe kir. [530 ceweri_kevok] Rengê qêt xweşik bû, lê qet lê nedihat; wî ne dikarîbû bişkokên çakêt bigirtana, ne jî bişkokên pantolon. [531 ceweri_kevok] Doktor Sertaç bi eynî cangiraniyê ew jî ji xwe kir û da dikandar. [532 ceweri_kevok] Ji westandinê ew êdî nikarîbû li ser lingan rawestiya; li ser kursiya dikandar rûnişt û bi destmalka xwe ya kaxezî xwêdana ser çavê xwe û ya eniya xwe ya rût pakij kir. [533 ceweri_kevok] Doktor Sertaç yekî kurt û dagirtî bû. [534 ceweri_kevok] Ji dagirtîbûnê jî wêdetir qelew bû. [535 ceweri_kevok] Li gora hevalekî wî ku ji min re behs kiribû, ew du caran ji bo wê qelewbûna xwe emeliyat bûbû, lê dîsa jî fêde nekiribû. [536 ceweri_kevok] Piştî emeliyata dudan ji ber sedemin nenas îcar porê wî weşiyabû. [537 ceweri_kevok] Ji ber weşandina porê xwe wî qelewbûna xwe ji bîr kiribû. [538 ceweri_kevok] Piştî ku dikandar ew hemû kincên ku ji bo wî derxistibûn bi dar de kirin, kirî erza wî bişikanda û bigota: »Ma ev der çayxane ye ku tu li vir rûdinî« lê Doktor Sertaç berî wî peyivî: [539 ceweri_kevok] Min digot belkî karê doktoriyê tenê zehmet e, karê we jî ne rehet e. [540 ceweri_kevok] Gava dikandar têgihîşt ku ew doktor e, bi nermî û bi devkenî jê pirsî: [541 ceweri_kevok] Ma tu tiştekî venaxwî, çayekê an tiştekî sar?... [542 ceweri_kevok] Belê Welle, tu ji kerema xwe re ji min re coca-colayekê bixwaze. [543 ceweri_kevok] Dikandar bi dostanî destê xwe li paş stûyê lawikê şagirt ku temenê wî li dor deh salan bû û ji dirêjbûna porê xwe bêtir li keçikekê çûbû, xist û ji bo xwastina coca- colayê ew şand çayxaneya herî nêzîk. [544 ceweri_kevok] Lawik zû digel coca-cola û qedehekê vegeriya û ew li ser masê, li ber Doktor Sertaç danî. [545 ceweri_kevok] Doktor Sertaç coca-colaya xwe berda qedehê, qedeh nîvî kir û hinek jê vexwar. [546 ceweri_kevok] Paşê li saetê nihêrî; saet dihat çaran. [547 ceweri_kevok] Piştî çend saetên din wê piraniya dikanên kincan bihatana girtin. [548 ceweri_kevok] Lê diviyabû Doktor Sertaç ji xwe re qatek kinc bikiriya. [549 ceweri_kevok] Ji ber ku çi cara wî û mamosteya fakulteya edebiyatê Perwînê hevdu dîtibûn, her carê ew kinc lê bûne. [550 ceweri_kevok] Loma wî biryar dabû ku vê carê bi qatek kincên nû û xweşik derkeve hemberî Perwînê. [551 ceweri_kevok] Piştî ku wî vexwarina xwe vexwar, ji dikandêr pirsî: [552 ceweri_kevok] [directspeech Wekî din tu mixaze li van nêzîkan tuneye gelo? [553 ceweri_kevok] Dikandar cihek got, lê dûr bû, li aliyê bajêr ê din bû. [554 ceweri_kevok] Doktor Sertaç rabû ser xwe û dîsa di ber kincan re çû û hat; destê xwe dirêjî qatekî kir û ji dikandar pirsî: [555 ceweri_kevok] [directspeech Gelo min ev jî li xwe kiribû? [556 ceweri_kevok] Dikandar çû ser kursiyê, ew qatê kincan ji jor daxist, hêdîka ew toza ku lê girtibû dawşand û dirêjî Doktor Sertaç kir. [557 ceweri_kevok] Doktor Sertaç ew qat jî mîna qatên berê di pişt perdeyeke biçûk de li xwe kir, ji pişt perdê derket, di ber neynikê re çû û hat; piştî ku baş li paş û pêşê xwe nihêrî, di ber xwe de kir niçe niç û got: [558 ceweri_kevok] [directspeech Ev tam li gora min e, lê milên çakêt dirêj in. [559 ceweri_kevok] Dikandar bişkokên çakêt girtin, milên çakêt bi qasî ku dirêj bûn lê wergerandin û piştî ku du-sê caran li dora wî zîvirî û lê nihêrî, got: [560 ceweri_kevok] [directspeech Milên wî ne tê de lê wekî din tam li gora te ye. [561 ceweri_kevok] Ger tu bixwazî, terziyekî me heye, ez dikarim lêwik bişînim ba wî, ew ê ji te re di nîvsaetê de milên wî lê wergerîne û tu qet ferq jî nakî. [562 ceweri_kevok] Ew yeka han ket serê Doktor Sertaç, bi kêf, lê bi cangiranî ji xwe kir û da dikandêr. [563 ceweri_kevok] Dikandêr jî ji lawikê şagirt re tarîf kir, jê re xist kîsikekî naylon û ew şand ba terzî. [564 ceweri_kevok] Saet li dor çar û nîvan lawik ji ser terzî vegeriya. [565 ceweri_kevok] Xortê dikandar ew xweşik pêça, xist kîsikekî nû û ji Doktor Sertaç re danî ser masê. [566 ceweri_kevok] Doktor Sertaç rabû ser xwe, dîsa bi destmala xwe ya kaxizî xwêdana ser çavê xwe û ya eniya xwe ya rût pakij kir, paşê destmala xwe xist bêrîka xwe ya hundir, cûzdanê xwe derxist, buhayê ku dikandar jê re gotibû, bêî ku bazar bike pere hejmartin destê wî, rahişt qatê kincên xwe, bi devkenî xatir ji dikandar xwest, derket û çû. [567 ceweri_kevok] Ji ber ku ew êvarî her li Perwînê fikirîbû û dereng raza bû, adinî rojê dereng ji xew rabû. [568 ceweri_kevok] Hûn ya rastî bixwazin, razana wî bi tenê ew çend saetên dawî bû. [569 ceweri_kevok] Heta saet sisê sibehê, ew bi kêmanî şeş caran şiyar bûbû û her cara ku şiyar bûbû jî, hem li saetê nihêrîbû, hem jî çûbû daşirê avek rijandibû. [570 ceweri_kevok] Ji bo ku miriyê xewê bû û ji tirsa ku ew ê di xew de bimîne, bi tas û was nivistibû, her xewn dîtibû. [571 ceweri_kevok] Ji bilî xewna ku wî di emeliyatê de bi şaşî nexweşekî xwe dikuşt, xewna Perwînê jî dîtibû. [572 ceweri_kevok] Dîtibû ku mamosteya fakulteya edebiyatê Perwînê, destê wê di destê mamosteyekî fizîkê de ye û di nav daristaneke bê ser û dawî de mîna du zarokên dilşa dibezin. [573 ceweri_kevok] Di xewnê de gelekî dilxerabî pê re çêbûbû, lê gava wilo dereng, saet yanzdehan ji xew rabûbû û dîtibû ku xewn e, bêhna wî hatibû ber wî û ji ber ku dilxerabî mirovan biçûk dike, ew ji ber wê xewna xwe hebekî li ber xwe jî ketibû. [574 ceweri_kevok] Li gora lihevkirina wî û Perwînê, wan ê li mala Doktor Sertaç hevdu bidîtina. [575 ceweri_kevok] Herçiqas Doktor Sertaç xwestibû wê biezimîne restorantekê û li wir xwarinekê bi hev re bixwin jî, lê Perwînê li hember derketibû û bi fikira ku ji diyarbekiriyan re nebe mijara kurt û pistê, wê mala Doktor Sertaç çêtir dîtibû û ji bo wê hevdudîtinê jî pêwîstiya tu xwarinê nedîtibû. [576 ceweri_kevok] Doktor Sertaçê ku ne bi dilekî lê bi heft dilan dil ketibûyê, dîsa jî li gora germa Diyarbekirê hê ji doh de hin xwarinên sivik amade kiribûn, ser wan naylon kiribûn û ew di sarincê de bi cih kiribûn. [577 ceweri_kevok] Saet ta bi donzdehan jî hê Doktor Sertaç xurîniya xwe nekiribû. [578 ceweri_kevok] Wî ne bi tenê xurîniya xwe nekiribû, herweha ne riha xwe kurr kiribû, ne jî mîna ku her sibeh dikir, serê xwe şuştibû. [579 ceweri_kevok] Saet donzdeh û pênc deqiqeyan rabû ser xwe, ji navê û bi jor ve tazî û bi zikê xwe yê ku weke merşekê pê ve daliqyabû, çû daşirê, piştî ku ji daşirê vegeriya, deriyê sarincê vekir, qutîka şîr bi ser xwe da kir, ji ber ku devê qutîkê bêduzen vekiribû, hin ji şîr rijiya ser wî, ew şîrê ku bi ser wî de rijiya, herikî ser zikê wî yê mezin û di ser zikê wî re jî dilop bi dilop niqutî erdê. [580 ceweri_kevok] Doktor Sertaç bi hêrs ew qutîk xist sarincê, bi piste pist xeberin da û bi paçikekî ew şîrê ku rijiyabû erdê pakij kir. [581 ceweri_kevok] Ji do êvarî de nihêrîna saetê jê re bûbû wek nexweşiyekê, dîsa li saetê nihêrî, [582 ceweri_kevok] [directspeech Wextê me hê pir maye, wî di ber xwe de got. [583 ceweri_kevok] Û weke ku ji nişkê ve pirsek an jî tiştek hatibe bîrê bi lez ber bi pirtûkxana xwe ve çû, pirtûkek stûr û bi reng ya di derheqa tibbê de bû ji nava refên pirtûkan kişand, li ser linga pelên wê di ser hev re qulupandin, nêzîkî li nêvî kir, li wir tiştin xwend û paşê ew pirtûk dîsa bi paş de xist cihê wê. [584 ceweri_kevok] Lê îcar ansîklopediyeke ku bi tîpa »K« dest pê dikir ji nav pirtûkan kişand, li ser dîwanê rûnişt û pelên wê jî di ser hev re qulipandin. [585 ceweri_kevok] Wî tu carî bendek an jî stûnek bi temamî nedixwend. [586 ceweri_kevok] Hûn ya rastî bixwazin, ji xwendinê bêtir, ji bo ku ew wextê xwe derbas bike wî li wêneyên pirtûkê dinêrî. [587 ceweri_kevok] Saet çar û nîvê piştî nîvro, gava li deriyê Doktor Sertaç ket, wî hê xwe hazir nekiribû. [588 ceweri_kevok] Baş bû yê ku li derî xist ne Perwînê, lê parsekekî kal, rihdirêj û pişttewiyayî bû. [589 ceweri_kevok] Doktor Sertaçê ku bi kurkirina riha xwe ve bilî bûbû û gwîzan li cênîka xwe ya çepê xistibû, bêyî ku bihêle Kalo zêde bipeyive û duan bike, du pelên kaxizî ji çavîka masê kişand û xist mista kalo. [590 ceweri_kevok] Kaloyê ku herdu çavên wî mîna du morîkên hêşin di nava wê riha wî ya spî de diçûrisîn, bi dua û selewatan ji mala Doktor Sertaç bi dûr ket. [591 ceweri_kevok] [directspeech Em ji derdê van parsekan mirin, Doktor Sertaç di ber xwe de got. [592 ceweri_kevok] Diyarbekir bûye cihê parsekan. [593 ceweri_kevok] Paşê dîsa çû serşokê û bi kurkirina riha xwe ya ku nêvcî mabû ve mijûl bû. [594 ceweri_kevok] Bi gwîzanê ku berê pê cênîka xwe ya çepê birî bû, vê carê jî nizanim çawa kir, qirika xwe birî. [595 ceweri_kevok] Ji ber senhetê xwe û şarezabûna xwe ya birînkewandinê, Doktor Sertaç tavilê bi derman û pembo ew xwîna han da rawestandin. [596 ceweri_kevok] Lo heya ku wî riha xwe kur kir, ew ji hal de ket. [597 ceweri_kevok] Her carê ku wi gwîzan li riwê xwe dixist, ji ber kobûna gwîzên, çêr û xeberên dinyayekê dikir. [598 ceweri_kevok] Ji ber wê yekê, ew gelekî poşman bûbû ku ew neçûbû ser berber. [599 ceweri_kevok] Gava dawiya kurkirina riha xwe anî û çavên wî li saetê ket, saet bûbû pêncê piştî nîvro. [600 ceweri_kevok] Wextê ku wî û Perwînê dabûn hev jî, di navbera pênc û pênc û nîvan de bû. [601 ceweri_kevok] [directspeech Normal gerek ew di pênc û nîvan de were, Dokto Sertaç xwe bi xwe got. [602 ceweri_kevok] Û bi rastî jî mamosta Perwîn tam di pênc û nîvan de li deriyê wî xist. [603 ceweri_kevok] Doktor Sertaç bi pantolonê xwe yê nû, bi kêf, lê hebekî bi heyecan derî vekir. [604 ceweri_kevok] Mamosta Perwîn weke hercar vê carê jî desteyek kincên sivik li xwe kiribû. [605 ceweri_kevok] Kincên wê ji yên jinekê wêdetir weke yên mêrekî bûn. [606 ceweri_kevok] Wê bi wî awayî solên xwe ji pê kirin û ji tûrikê xwe, ku mîna tûrikên şivanan bû û bi sê gulîkên bi sê rengên cihê; kesk, sor û zer pê ve daliqyabû, pirtûkek derxist û diyarî Doktor Sertaç kir. [607 ceweri_kevok] Doktor Sertaçê ku eslê wî ji Xarpêtê bû û ji malbata Şêx Seîd bû qet nedixwest xwe siyasî nîşan bide. [608 ceweri_kevok] Lê dîsa jî ji bo xatirê Perwînê ew pirtûk bi kêfxweşî girt, bi kêfxweşî spasên xwe jê re gotin, bi hev re derbasî odeya rûniştinê bûn û Doktor Sertaç ew li cihê herî xweş da rûniştandin. [609 ceweri_kevok] Bi rûniştinê re wê çavên xwe li hundirê odeyê û li wêneyên dîwêr gerandin. [610 ceweri_kevok] Gava çavên wê li ser pirtûkxanê li wêneyekî Mustafa Kemal ket, hebekî ecêbmayî ma, lê dîsa jî ew ecêbmayîbûna xwe bi Doktor Sertaç neda xuyakirin. [611 ceweri_kevok] Wê Doktor Sertaç jî bi wê yekê hesiyabe, loma piştî bi nivsaetekê di nav sohbeteke li ser lingan, ew guldanka kirîstal a li ser pirtûkxanê bi dizîka kişande ber wî wênekê Atatürk ê biçûk. [612 ceweri_kevok] Ancax piştî demeke dirêj mamosta Perwîn ew yeka han ferq kiribû. [613 ceweri_kevok] Sohbeta wan ya pêşî li ser nexweşxanê û doktoran, paşê jî dageryabûn ser dibistanê û rewşa mamosta û xwendevanan. [614 ceweri_kevok] Ne li ser sîstema nexweşxanê, ne jî li ser sîstema dibistanê Doktor Sertaç û mamosta Perwîn li hev nedikirin. [615 ceweri_kevok] Herweha wan li ser sîstema welêt jî li hev nedikirin. [616 ceweri_kevok] Mamosta Perwîn digot, divê partiyeke kurdî ava bibe û ew partiya kurdî bikaribe di parlemanto de doza mafê gelê kurd bike. [617 ceweri_kevok] Û wê digot, ji ber ku kurd bêtir bi rewşa xwe dizanin, ew ê baştir bikaribin pirsên xwe jî çareser bikin. [618 ceweri_kevok] Doktor Sertaç li dijî wê nêrîna mamosta Perwîn derdiket û digot ger ji bo kurdan musade were dayîn ew ê sibe ereb jî, çerkez jî, asûrî ji, ermenî jî, gurcî jî doza vî mafî bikin û ger bi vî awayî here ew ê Tirkiye hilweşe û ew ê Cumhuriyeta ku li ser heqiyê ji aliyê Kemal Atatürk ve hatiye lidarxistin, nemîne û bi vê yekê ew ê tenê kêfa emperyalîstan were. [619 ceweri_kevok] Carinan jê jî gava têdigihîşt ku mamosta Perwîn ji wan peyvên wî aciz dibe wî xwe hebekî nerm dikir, ji fikir û nêrînên xwe yên salan digeriya û pirrê caran mamosta Perwîn biheq didît. [620 ceweri_kevok] Û hema piştî wê jî jê re digot, bê ew çiqasî ji wê hez dike. [621 ceweri_kevok] Wê jî digot, ku tu niyeta wê û zewacê tune ye û ger di pêş de bizewice jî ew ê bixweze bi yekî ku nêrîna wî nêzîkî nêrîna wê ye re bizewice. [622 ceweri_kevok] Doktor Sertaç bi bergerîn digot ku erê ew niha wilo difikire, lê ew ê di pêş de nêrîna xwe biguhere û ew ê jî ji bo bi destxistina mafê gelê xwe têkoşînê bide. [623 ceweri_kevok] Doktor Sertaç digot, ger ew bi hev re bizewicin wê bikaribin bi hev re xebateke zanistî bajon. [624 ceweri_kevok] Mamosta Perwîn jî jê re behsa wî mamosteyê fizîkê kiribû û gotibû, ew wê dixwaze, lê ji ber ku ew ji zewacê re ne hazir e, niha nikare bi kesî re bizewice. [625 ceweri_kevok] Ew ê dilxerabî bi Doktor Sertaç re çêbûbe, loma behsa wî mamosteyî kiribû û gotibû, wê rojê bi serxweşî ketibû hundirê pastexanê, ji hemû muşteriyan re xeber dabû, bi vê yeka han xortekî Siwêregî yê porxelekî ji cihê xwe pengizî bû û heta ku dev û pozê wî di xwînê de der kiribû, lê xistibû. [626 ceweri_kevok] Bi gotina Doktor Sertaç ku ne ji wî bûya, du xortên din jî xwe lê rakişandibûn, lê Dokto Sertaç û du hevalên xwe yên doktor nehiştibûn û heta yek ji wan bi wî mamosteyê fizîkê re çûbû malê jî. [627 ceweri_kevok] Mamosta Perwîn bi xwe bi wê pevçûnê hesiyabû, lê mamostê fizîkê bi awayekî din behs kiribû. [628 ceweri_kevok] Wî gotibû gava ew êvarî ji restorantê derdikeve, li kuçeya tarî du pêxwas riya wî dibirin, kêrê lê dikişînin û ji wî peran dixwazin. [629 ceweri_kevok] Gava momasta peran nade wan ew herdu pêxwas bi kulman lê dixin, lê tam di wê navê de sê mirovên navsal di wir re derbas dibin û bi zorê wî ji nav lepên wan derdixin û heta yek ji wan zilaman jî birîndar dibe. [630 ceweri_kevok] Mamosta Perwîn ew mamosteyê fizîkê parastibû û gotibû ew qet bi wî şiklî venaxwe û ger vexwe jî ew tu carî serxweş nakeve û ger serxweş bikeve jî bi tenê dikene, hebekî zêde dipeyive û henekan dike. [631 ceweri_kevok] Bi van gotinên mamosta Perwînê, dilxerabî bi Doktor Sertaç re çêbû, piştî kêlîkekê dev avêt lixwekirin û meşa wî. [632 ceweri_kevok] Paşê ji mamosta Perwîn pirsî ka bê wê û wî mamosteyî tu caran bi hev re vexwarine an na. [633 ceweri_kevok] Mamosta Perwîn jî got ku bi tenê carekê di xelasoka dibistanê de hemû mamostan bi hev re şeveke şahiyê çêkiribûn û wê jî hingî qedehek şereba sor vexwaribû. [634 ceweri_kevok] Doktor Sertaç di wê navê de şûşeyeke wîskî ku ji çaran yekê wê vala bûbû ji bara xwe derxist û du qedehên kirîstal ên wîskî jî derxistin, qedehek dagirt, kirî ya din jî dagirta, lê mamosta Perwîn destê xwe da ber û got ku ew ji wîskiyê hez nake. [635 ceweri_kevok] Doktor Sertaç got, ger ew ji wîskiyê hez nake, şeraba sor û a spî jî heye, ger ew bixwaze ew dikare jê re qedehek şerab bîne. [636 ceweri_kevok] Mamoste Perwîn ji wê yekê re jî got, na û tenê qîma xwe bi hinek ava pirtûqalan anî û got, berî şev dereng bibe, divê ew here malê; ji ber ku wê hevaleke wê ya mamoste îşev were mêvandariya wê. [637 ceweri_kevok] Doktor Sertaç wê li ser hev vexwaribe loma hebekî serê wî xweş bûbû û du-sê caran jî li ser hev çû tualetê. [638 ceweri_kevok] Cara dawî ku ji tualetê vegeriya, li nêzîkî mamost Perwîn rûnişt. [639 ceweri_kevok] Mamosta Perwîn jî xwe kar kir ku here, lê Doktor Sertaç li ber geriya û xwest ew kêliyek din jî rûne. [640 ceweri_kevok] Di wê navê de jî Doktor Sertaç destê xwe dirêjî Mamoste Perwînê kir, destê xwe danî ser stûyê wê û jê re got, ku wî tu caran ji tu însanan ewqasî hez nekiriye. [641 ceweri_kevok] Mamosta Perwîn wek her car got, ku heya niha ew tu carî li zewacê nefikiriye û ger zewaceke wê hebe jî ew ê ancax di bîst û heft-heşt saliya xwe de bifikire. [642 ceweri_kevok] Doktor Sertaç jî gotibû, xem nake, em dikarin ji hev re soz bidin, dergistî bibin û heta êdî te dît wext e, wê çaxê em dikarin bizewicin. [643 ceweri_kevok] Gava wî ew gotinên han jî gotibûn, qirpika wî hilatibû, bêhna sîrê ya ku ji xwarina duh de mabû li ser çavên Perwînê ketibû. [644 ceweri_kevok] Ji bo Doktor Sertaç li ber xwe nekeve, Mamosta Perwîn berê xwe neguhertibû, lê piştî kurtedemekê, gava çavên wê li şûşeya wîskiyê ketibû, dîtibû ku şûşe li ber xelasbûnê ye. [645 ceweri_kevok] Wê Doktor Sertaç jî ew yeka han ferq kiribe, loma gotibû, ew ji wîskiyê pêve tu vexwarinên din venaxwe û gotibû vexwarina şerab û bîrayê bi tenê himaltî ye. [646 ceweri_kevok] Mamosta Perwîn jî gotibû, kultura wê ya vexwarinê hebekî kêm e û hema bi lez li saeta xwe nihêrî bû. [647 ceweri_kevok] Gava dîtibû ku saet nehê şevê derbas dike, destûra xwe xwestibû û her çiqas Doktor Sertaç li ber wê geriyabû jî dîsa ew rabûbû ser xwe. [648 ceweri_kevok] Li ber derî jî Doktor Sertaç bi bergerîna zarokekî li ber wê geriyabû û dîsa bê çawa ew ji wê hez dike, jê re li ser lingan behs kiribû. [649 ceweri_kevok] Carekê jî pişta xwe dabû derî, bi herdu destên xwe bi derî girtibû û xwestibû ji çûyîna mamosta Perwînê re bibe asteng. [650 ceweri_kevok] Di wê deqîqê de tirsek ecêb li mamosta Perwînê peyda bûbû, hema ji nişkê ve kiribû qîrîn, dehfek dabû Doktor Sertaç, derî vekiribû, di derencan de ji qatê pêncan bi bazdan daketibû jêr, di derketina avahiyê de li dergevan rast hatibû, lê li dergevan jî nesekinibû, derketibû der û bi gavên xurt lezandibû. [651 ceweri_kevok] Dergevan li wê rewşa wê ya bi kelecan ecêbmayî mabû, lêva xwe berevajî kiribû, milên xwe hejandibûn û hêdî daketibû qatê avahiyê yê herî bin. [652 ceweri_kevok] Doktor Sertaç jî li hundir, li ber derî, li ser zik dirêjkirî mabû, serê xwe xistibû nava herdu destên xwe û bi girîna zarokekî dikir îskîn. [653 ceweri_kevok] Car caran jî bi dengê hebekî bilind xwe bi xwe digot, »Kes ji min hez nake, ez ne spehî me, Perwiîîn… ez ji te hez dikim!…« [654 ceweri_kevok] Heyştê adarê [655 ceweri_kevok] Di heştê Adara 1982an de, li komelê, di civîna di derheqê jinan de Mamosta Çetîn destûra peyvê xwestibû û bi germî dipeyivî: [656 ceweri_kevok] [directspeech Gelî hevalan, ez ê li vir zêde behsa problemên jinên dinyayê nekim. [657 ceweri_kevok] Qesta min ne ew e ku problemên jinên dinyayê tune. [658 ceweri_kevok] Belê, hene... Bi hezeran e... Problemên jinên ewrûpiyan jî hene. [659 ceweri_kevok] Ew jî bindest in, ew jî tên mêtin. [660 ceweri_kevok] Lê ji ber ku di vir de armanca min jinên kurdan e ez ê nexwazim dûr û dirêj behsa jinên dinyayê û problemên wan bikim. [661 ceweri_kevok] Erê hevalno! [662 ceweri_kevok] Wek hûn dizanin, jinên kurdan bindest in. [663 ceweri_kevok] Ew hem cinsî, hem neteweyî, hem jî sinifî bindest in. [664 ceweri_kevok] Civata me civateke paşdemayî ye, civateke xwedî gelek bermayên feodalî ye. [665 ceweri_kevok] Di vê civata paşdemayî de, di vê civata nexweş û bi sinif û bi berberî de jinên me yên xweşik û spehî di bin êş û zilmeke dijwar de dinalin. [666 ceweri_kevok] Ew weke heywanan tên kirîn û firotin. [667 ceweri_kevok] Ji wan re evîn tune ye, xweşî tune ye, jiyan tune ye. [668 ceweri_kevok] Ew kole ne, hevalno! [669 ceweri_kevok] Ew bindest in! [670 ceweri_kevok] Divê em xwendevan û ronakbîrên kurd li jinên xwe xwedî derkevin. [671 ceweri_kevok] Em keçên xwe bidin xwendin, em wan bigihînin, jinên zana ji wan derxînin. [672 ceweri_kevok] Em keçên xwe bi dilê wan bidin. [673 ceweri_kevok] Em jinên xwe bi xwe re bibin komeleyan, civînan, civatan, dîlanan. [674 ceweri_kevok] Em wan bibin şev û şahiyan. [675 ceweri_kevok] Bila jinên me bixwînin, nûjen bibin. [676 ceweri_kevok] Gelî hevalan, bi kurtî, divê jinên me serbest û azad bibin! [677 ceweri_kevok] Mamosta Çetîn bi van gotinan dawiya peyva xwe anî, ji bo destûra peyvê spasên xwe ji serokê civînê re got, ew gulpa qehwê ya sar, ku berî bi nîvsaetê di binê fîncana wî de mabû, bi hêdîka, bêî ku firrîniyê jê bîne, vexwar û çavên xwe bera sernaveke rojnama ku li ser masê bû da û bêdeng ma. [678 ceweri_kevok] Nêzîkî sih kesan beşdarî civînê bûbûn. [679 ceweri_kevok] Ji wan sih kesan bi tenê yek jin bû. [680 ceweri_kevok] Xuyabû peyva mamosta Çetîn baş tesîr li jinikê kiribû. [681 ceweri_kevok] Wê bi hêdîka, bêî ku haya kesî bigihînê, bi destmalka xwe ya kaxizî hêsirên xwe pakij dikir. [682 ceweri_kevok] Piştî mamosta Çetîn, yekî din jî destûra peyvê xwest, bi kurtî behsa dîroka heyştê adarê, tevgerên jinan, behsa rola jinan di têkoşîna sinifa karker de, behsa feminîzmê û behsa ku çawa jinên kurd perçeyek ji tevgera jinên cîhanê ne, kir. [683 ceweri_kevok] Civîna wan kurt, lê germ, bi munaqeşeyan ve tijî û bi serfirazî dawî hat. [684 ceweri_kevok] Mirov ev yeka han, piştî civînê ji rewşa beşdarên civînê jî ferq dikir. [685 ceweri_kevok] Mamosta Çetîn piştî civînê jî bi du hevalên xwe re çû bîraxaneyekê û her yekî ji wan bîrayek du bîra jî vexwarin. [686 ceweri_kevok] Ew derengê şevê, saet li dor yanzdeh û nîvan çû malê. [687 ceweri_kevok] Digel ku mifta wî hebû jî, dîsa wî weke hertim li zengilê derî xist û li benda vekirina derî rawestiya. [688 ceweri_kevok] Di lêdana cara pêşî de gava derî venebû, mamosta Çetîn carek du carên din jî li derî da. [689 ceweri_kevok] Bi lêdana sisê an çaran re, jina wî çavlixew û bi kirasê şevê li wî derî vekir. [690 ceweri_kevok] Bi vekirina derî re mamosta Çetîn bi dengekî bilind bi ser de qîriya: [691 ceweri_kevok] Ma qey heta ez bîst carî li derî nedim tu derî venakî? [692 ceweri_kevok] Deng nedihat min, jinikê bi çavlixewî got. [693 ceweri_kevok] [directspeech Deng nayê te ne wilo? [694 ceweri_kevok] wî bi hêrs pirsî. [695 ceweri_kevok] Ger dengê Gulê bûya wê bihata te! [696 ceweri_kevok] Gulê hevaleke jina wî bû. [697 ceweri_kevok] Ji ber ku ji eynî bajarî bûn û li welêt jî cîranên hevdu bûn, wan car caran hevdu didîtin. [698 ceweri_kevok] Mamosta bi van hevdudîtinên wan aciz dibû. [699 ceweri_kevok] Sedema acizbûna xwe jî bi nebaşbûna Gulê ve girê dida. [700 ceweri_kevok] [directspeech Çi ye, te xêr e dîsa? [701 ceweri_kevok] jinikê got. [702 ceweri_kevok] Mamosta Çetîn çakêtê ku ji xwe kiribû dirêjî wê kir û bi hêrs, [703 ceweri_kevok] [directspeech Hişş, dîsa devê te vebû, got, derbasî metbaxê bû û li herdu beroşên li ser ocaxê nihêrî. [704 ceweri_kevok] Gava ew xwarina ji firavînê de mabû, dît, bi dengekî bilind got: [705 ceweri_kevok] [directspeech Êdî te dev ji çêkirina xwarinê jî berdaye, tu bûyî xanim! [706 ceweri_kevok] [directspeech Ne te got, ez îşev nayêm şîvê, ez ê dereng werim malê. [707 ceweri_kevok] Xwarina me jî hebû, min got heyf e ku ez vê xwarinê hemûyî birijînim û xwarineke nû çêbikim. [708 ceweri_kevok] Mamosta Çetîn li ser lingan, hema wilo bi sarî çend kevçî jê xwarin û li ser kursiyeke ber masa metbaxê rûnişt. [709 ceweri_kevok] Jina wî jî, digel ku ew ji xewa gêj bûbû, li ba wî rûnişt. [710 ceweri_kevok] [directspeech Rabe ji min re çayekê çêbike, mamosta bêî ku lê binihêre got. [711 ceweri_kevok] Jinik rabû ser xwe, çaydan nêvî av kir, danî ser ocaxê û dîsa hat li ba wî rûnişt. [712 ceweri_kevok] Pir kes hatibûn civînê? [713 ceweri_kevok] jinikê jê pirsî. [714 ceweri_kevok] Erê, pir bûn, mamosta bêî dilê xwe bersiv da. [715 ceweri_kevok] Jin jî hebûn? [716 ceweri_kevok] Erê, tenê tu kêm bû (!) [717 ceweri_kevok] Ev te xêr e îşev? [718 ceweri_kevok] [directspeech Min xêr e? [719 ceweri_kevok] Êdî tu ne xwarinekê çêdikî, ne kincekî dişoyî, ne malê paqij dikî! [720 ceweri_kevok] Tu ancax bi Gulê re rûnî û paşgotiniyan bikî. [721 ceweri_kevok] Binihêre! [722 ceweri_kevok] Careke din jî tu bêî xebera min neçî cihekî!… [723 ceweri_kevok] Jinikê tu mane ji wan gotinên wî re nedît. [724 ceweri_kevok] Rabû ser xwe, jê re çaya wî dem kir, danî ber wî û xwest ku here ji xwe re razê. [725 ceweri_kevok] Stêrkek ji ezmanê me xuricî [726 ceweri_kevok] Piştî programeke televizyonê, ez bi cangiranî bi mêrdewanê ve bi jor ketim û çûm ser xênî. [727 ceweri_kevok] Yek ji tiştên ku min deh salan li Ewrûpayê hesreta wê kişandibû jî, razana li ser bana bû. [728 ceweri_kevok] Min gelekî ji razana li ser bên hez dikir û her êvar heta bi nîvê şevê min xwe li ser nivînê xwe dirêj dikir, destên xwe dixistin bin serê xwe û min li stêrkên ezmanê welêt dinihêrî. [729 ceweri_kevok] Wê şevê jî min wilo kir. [730 ceweri_kevok] Bêî ku ez kincên xwe ji xwe bikim, min xwe li ser nivînê xwe dirêj kir, destên xwe xistin bin serê xwe û di bin bayê payizê yê sivik û hênik de li stêrkên ezmên nihêrî. [731 ceweri_kevok] Gelo berê jî ezmanê welêt bi ewçend stêrik bû? [732 ceweri_kevok] Çiqas stêrkin xweşik, çiqas diçirisîn. [733 ceweri_kevok] Ez di wê navê de li Leyla û Mêcnûn fikirîm, min ew jî dîtin. [734 ceweri_kevok] Min çavên xwe li riya Kadizê gerand, min ew jî dît. [735 ceweri_kevok] Min demeke dirêj bala xwe berda Leyla û Mêcnûn û ez li benda ramûsandina wan rawestiyam. [736 ceweri_kevok] Min ramûsandina wan bidîta, min ê ji xwe re tiştin bixwesta, tiştin hêvî bikira. [737 ceweri_kevok] Qet nebe me bi zaroktî wilo bawer dikir. [738 ceweri_kevok] Em heta bi derengê şevê li benda ramûsandina wan diman û em wilo di xew re diçûn. [739 ceweri_kevok] Tiştê ecêb, gava ez li wan rojên xwe yên zaroktiyê difikirîm, min xwe mîna zarokan hîs dikir. [740 ceweri_kevok] Şewqa stêrkên ezmên ez dibirim salên min yên zaroktiyê. [741 ceweri_kevok] Di salên xwe yên zaroktiyê de ez heyrana şewqa elektirîkên bajarê Mêrdînê bûm. [742 ceweri_kevok] Nizanim gelo we tu carî bi şev di nêzîkî Mêrdînê re rêwîtî kiriye? [743 ceweri_kevok] Şewqa elektirîkên bajêr wilo germ, wilo dostane ye, bajar ewçend bilind e ku mirov dibêje qey ew bi stêrkên li ezmên re qayişê dikişîne. [744 ceweri_kevok] Ez di xeyalan de kûr çûbûm. [745 ceweri_kevok] Ez li ezmanê ewqas bilind û bêstûn ecêbmayî mabûm. [746 ceweri_kevok] Di wê navê de ne ji dengê diya min bûya, belkî ez bi saetan ji xeyalên xwe venegeriyama jiyana rastî. [747 ceweri_kevok] [directspeech Ma tu firrek çeqilmast venexwî lawê min? [748 ceweri_kevok] Ez bi dengê diya xwe veciniqîbûm, min ew tasa çeqilmêst a ku hîn qeşa wê neheliyabû ji destê wê girtibû, çend gulp jê vexwaribûn, min paşê ew tas danîbû ser pirêketekî li ber serê xwe, min dîsa xwe li ser piştê dirêj kiribû û li ezmanê bê ser û bin û li stêrkên bi şewq û rohnî nihêribû. [749 ceweri_kevok] Û ez wilo di xew re çûbûm. [750 ceweri_kevok] Lê ez nizanim çiqas tê de çûbû, ez bi dengê teqîneke ku bêdengî û kerrîtiya şevê çirand ve şiyar bûm. [751 ceweri_kevok] Bi şiyarbûnê re min dît ku ew stêrka li nêzîkî Leyla û Mêcnûn rijiya erdê. [752 ceweri_kevok] Sibehê zû li mala cîranê me dengên lîlandin û çepikan dihat. [753 ceweri_kevok] Min ji diya xwe pirsî, wê got: »Stêrkek ji ezmanê me xuricî, keçika cîrana me ya berzewacê şehîd ket«. [754 ceweri_kevok] Her ku roj bilindtir dibû, dengên lîlandin û çepikan zêdetir dibûn. [755 ceweri_kevok] Piştî mayîna deh salan ya li Swêdê, Orhan biryara xwe da ku seriyekî here welêt. [756 ceweri_kevok] [directspeech Ez çûyina xwe ji tu kesî re nabêjim, wî xwe bi xwe got. [757 ceweri_kevok] Ne ji hevalên vir re, ne jî ji malê re. [758 ceweri_kevok] Ger ez ji Serdar re bibêjim, ew ê ji her kesî re bibêje, ew bi devê xwe nikare. [759 ceweri_kevok] Ez nabêjim. [760 ceweri_kevok] Ez zanim ew ê dilê xwe bigire, lê tişt nabe, ez ê dîsa dilê wî xweş bikim. [761 ceweri_kevok] Piştî bi du rojan wî firaxên xwe xistin hev, baholek tijî kinc û diyarî kir; lê ji nişkê ve ramanek hatiyê. [762 ceweri_kevok] [directspeech Na, got, ez tu tiştî bi xwe re nabim. [763 ceweri_kevok] Ez ê destvala herim. [764 ceweri_kevok] Tew nebe ez ê li Tirkiyeyê diyariyan bikirim. [765 ceweri_kevok] Oooxx... Wê çiqas xweş bibe. [766 ceweri_kevok] Azadê birayê min çav li min bikeve, ew ê ji dûr ve baz de pêşiya min û mizgîniyê bide diya min. [767 ceweri_kevok] Lê niha bênamûso mezin bûye. [768 ceweri_kevok] Erê, erê, ew mezin bûye... Ma ne bavê min carekê di nameyeke xwe de nivîsandibû û gotibû: »Azad êdî mezin bûye, porê xwe şeh dike û ji keçikan re difîkîne«. [769 ceweri_kevok] Haa!...Ya baş ew e ez bi şev herim, bê ku kes min bibînin. [770 ceweri_kevok] Ez ê hêdî herim ber derî û li der bixim. [771 ceweri_kevok] »Kî ye?« Wê diya min bi dengê xwe yê zirav bipirse. [772 ceweri_kevok] Lê ez ê dengê xwe biguherim; ez ê bi dengekî qalind bibêjim: »Derî vekin!«. [773 ceweri_kevok] »Tu kî yî?« wê diya min bipirse. [774 ceweri_kevok] Ez ê îcar dengê xwe zirav bikim, »Derî vekin, zû!«. [775 ceweri_kevok] Wê birayê min Xelîl ji nav nivînê xwe bipeke û pirtûkên xwe di na-va kîsên genim de veşêre û wê diya min bibêje: »Lawê min ne li mal e, em cihê wî nizanin!« Hingî ez ê bibêjim: »Dayê, ez im, derî vekin!« Wê birayê min yê navê bi dengekî nizim bibêje: »Derî venekin, esker in, derewan dikin.« Derî vekin« ez ê bibêjim dîsa. [776 ceweri_kevok] Bavê min wê bibêje: »Weleh ev dengê Orhan e.« Wê giş bi hev re baz bidin û derî vekin. [777 ceweri_kevok] Hingî ditirsim dilê diya min bisekine. [778 ceweri_kevok] Na, na, ez wilo naçim. [779 ceweri_kevok] Ya baş ew e ku ez bi roj herim malê. [780 ceweri_kevok] Dibêjin muxbir pir bûne, ma kî ê min nas bike? [781 ceweri_kevok] Ev deh salên min in ku ez ji welêt derketime. [782 ceweri_kevok] Hingî ne riha min, ne jî simbêlê min hebûn. [783 ceweri_kevok] Niha ez hatime guhertin; rih û simbêlê min şîn hatine û cênîkên min spî bûne. [784 ceweri_kevok] Hîn wilo, çend caran li deriyê wî ket. [785 ceweri_kevok] Wî zû bi zû bahola xwe xist dolabê, bilêta xwe ya balafirê ji ser masê hilanî, xist bêrîka xwe; baz da û derî vekir. [786 ceweri_kevok] Serdar ket hundir. [787 ceweri_kevok] [directspeech Oo, Serdar bi devkenî got. [788 ceweri_kevok] Ev çi kinc in te li xwe kirine? [789 ceweri_kevok] Tu ê herî [790 ceweri_kevok] konferansan an herî ba keçik meçikan? [791 ceweri_kevok] … Ew bi hev re derbasî hundir bûn û heryekî cigareyek vêxistin. [792 ceweri_kevok] [directspeech Weleh êdî ez aciz bûme, Serdar bi derd got. [793 ceweri_kevok] Ev deh salên me ne ku em li vî welatî ne, ka me çi ji xwe fêhm kir? [794 ceweri_kevok] Va ye ez diçim, Orhan got. [795 ceweri_kevok] Ez ê herim mala we jî. [796 ceweri_kevok] Tu ê herî ku? [797 ceweri_kevok] Ez ê herim welêt. [798 ceweri_kevok] Eh, çawa ku ez diçim, tu ê jî wilo biçî. [799 ceweri_kevok] Weleh ez ê herim. [800 ceweri_kevok] Loo, de tu dev ji van haweyan berde. [801 ceweri_kevok] Ma tu ê min bixapînî. [802 ceweri_kevok] Ê baş e, tu bawer neke. [803 ceweri_kevok] Ji te weye ez bawer dikim? [804 ceweri_kevok] Tu zanî, dixwazî bawer bike, dixwazî bawer neke. [805 ceweri_kevok] De tu dev ji van haweyan berde, Serdar dîsa got. [806 ceweri_kevok] Orhan bilêta xwe ya balafirê derxist û nîşanî wî da: [807 ceweri_kevok] Tu îcar bawer dikî? [808 ceweri_kevok] Serdar bilêt ji dest girt û lê nihêrî: [809 ceweri_kevok] Tu dikî bi rastî jî herî? [810 ceweri_kevok] Erê, piştî nîvsaeta din divê ez herim. [811 ceweri_kevok] An na ez ê ji balafirê bimînim. [812 ceweri_kevok] Ma haya malê ji çûyina te heye? [813 ceweri_kevok] [directspeech Na, min ji kesî re negotiye. [814 ceweri_kevok] Min ji te re jî nedigot, lê tişt nabe, em hevalên hev in. [815 ceweri_kevok] Bîskê li ser dûriyê, li ser keçikan û li ser siyasetê peyivîn. [816 ceweri_kevok] Dû re Serdar [817 ceweri_kevok] hin tembîh lê kirin û bi hev re çûn balafirgehê. [818 ceweri_kevok] Berî ku Orhan li balafirê siwar bibe, Serdar got: [819 ceweri_kevok] [directspeech Wî tiştê ku min ji te re got, tu ji bîra nekî ha! [820 ceweri_kevok] Herdu hevalan destên xwe ji hev re hejandin û Orhan bi hewa ket û çû. [821 ceweri_kevok] Çaxa ew li balafirgeha Stembolê peya bû, kal û pîrek û sê xort hatin pêşiya wî. [822 ceweri_kevok] Pîrê xwe avêtiyê û bi girî got: [823 ceweri_kevok] [directspeech Ooxx... şukur, tu hatî lawê min. [824 ceweri_kevok] Maşale, maşale, lawê min bûye mîna şêrekî. [825 ceweri_kevok] Dû re peyayê kal û hersê xortan xwe avêtinê. [826 ceweri_kevok] [directspeech Ooh Gud, vi trodde aldrig att vi skulle träffa dig igen,1 peyayê kal got. [827 ceweri_kevok] Ew dê û bavê wî û hersê birayên wî bûn. [828 ceweri_kevok] We ji ku zanî bû ez ê îro werim? [829 ceweri_kevok] Orhan bi ecêbmayî pirsî. [830 ceweri_kevok] Vi visste, bavê wî got. [831 ceweri_kevok] Vi vet allt. [832 ceweri_kevok] Det är Gud som meddelar oss? [833 ceweri_kevok] Tu ji ku hînî swêdî bû yî? [834 ceweri_kevok] Orhan bi şaşmayî jê pirsî. [835 ceweri_kevok] Hemma pratar vi svenska diya wî got. [836 ceweri_kevok] Bavê wî yekî bejinkurt bû. [837 ceweri_kevok] Porê xwe yê spî li ser piştê şeh kiribû. [838 ceweri_kevok] Berçavkeke doxdarînî û hebekî reş li ber çavan bû û her dikeniya. [839 ceweri_kevok] Diya wî bi du tiliyan bi ser bavê wî diket. [840 ceweri_kevok] Berî ku Orhan ji welêt derkeve, diya wî sernixumandî bû. [841 ceweri_kevok] Lê niha tu tişt li serî tune bû; serqot bû. [842 ceweri_kevok] Kirasekî kurt û vezelekî milkurt lê bû, zeyif bûbû û herdu gepên wê kort çûbûn. [843 ceweri_kevok] Ne dê û ne jî bavê wî ku ne ji lixwekirina wan bûna, ew zêde nehatibûn guhertin. [844 ceweri_kevok] Lê birayên wî? [845 ceweri_kevok] Orhan bi tenê yê mezin nas kir. [846 ceweri_kevok] Ger birayê wî yê mezin resimê xwe jê re neşandibûya, wî ê ew jî nas nekira. [847 ceweri_kevok] Hersê bira jî bi ser wî diketin. [848 ceweri_kevok] Yê biçûk ji herduyên din dirêjtir bûbû. [849 ceweri_kevok] Bejna wî zirav bû û qatek kincên reş lê bû. [850 ceweri_kevok] Herduyên din jî her yekî qatek kincên spî lê bûn û solên rengo mengo di lingên wan de bûn. [851 ceweri_kevok] [directspeech Êê, we ji ku zanîbû ez ê îro werim? [852 ceweri_kevok] Orhan bi dengekî nîvgirî û bi hêvî pirsî. [853 ceweri_kevok] [directspeech Me zanî bû, me zanî bû, bavê wî got. [854 ceweri_kevok] Erê tu ji Xwedê bawer nakî, lê wî ji me re got. [855 ceweri_kevok] Dîsa wan yek bi yek Orhan hembêz kirin. [856 ceweri_kevok] [directspeech De em herin, bavê wî got, ancax em bigihîjin ser otobusê. [857 ceweri_kevok] Hemû bi hev re ber bi termînala otobusê ve meşiyan; li otobusê siwar bûn û berên xwe dane Diyarbekirê. [858 ceweri_kevok] Di rê de diya wî ji aliyekî, bavê wî ji aliyekî û birayên wî ji aliyekî ve di pencereyên otobusê de bi destan der û dor nîşan didan û digotin: . [859 ceweri_kevok] [directspeech Binihêre, me ji te re dinivîsand û digot, welatê me xweş bûye, bûye cenet, te bawer nedikir. [860 ceweri_kevok] Esker mesker nemane, polîs nemane, tu kes hevdu nakujin, herkes ji hev hez dikin. [861 ceweri_kevok] Ma ne te jî wisa dixwest? [862 ceweri_kevok] Binihêre, binihêre bê çiqas xweş bûye. [863 ceweri_kevok] Erê Wele, Orhan got. [864 ceweri_kevok] Welatê me ji Swêdê jî xweştir bûye. [865 ceweri_kevok] Lo lo! [866 ceweri_kevok] Tew tu bajarê me bibînî! [867 ceweri_kevok] Saet nehê êvarê otobusa wan li bajarekî sekinî. [868 ceweri_kevok] Bajar wêran bû û xaniyên bajêr yên bilind ji şûna gulleyan bûbûn weke seradê. [869 ceweri_kevok] [directspeech Ev e bajarê me yê weke cenetê? [870 ceweri_kevok] Orhan bêhêvî pirsî. [871 ceweri_kevok] Bavê wî, [872 ceweri_kevok] [directspeech Na lawê min, got. [873 ceweri_kevok] Ev Bêrûdê ye, Lubnanê... Xelk li vir hevdu dixwin, herkes bi hev ketine, herkes hevdu dikujin. [874 ceweri_kevok] Ev jehrtêketiya Bêrûdê ye! [875 ceweri_kevok] Orhan şaş û ecêbmayî mabû: [876 ceweri_kevok] [directspeech Ger ev Bêrûdê be çima otobusa me di vir re diçe? [877 ceweri_kevok] [directspeech Ew çîrokeke dûr û dirêj e, lawê min. [878 ceweri_kevok] Bi xêr ku em bigihîjin malê ez ê ji te re bibêjim. [879 ceweri_kevok] Otobusa wan gihîşt Diyarbekirê. [880 ceweri_kevok] Çaxa ew ji otubusê peya bûn û ber bi malê ve meşiyan, bavê wî got: [881 ceweri_kevok] [directspeech Me ji te re negot ku bajarê me bûye cenet. [882 ceweri_kevok] Binihêre, ma ne weke cenetê ye? [883 ceweri_kevok] Bi rastî jî bajar mîna buhuştê bû. [884 ceweri_kevok] Bedena wê ji nû ve hatibû lêkirin, hemû xanî spî bûn û her der hêşnayî bû. [885 ceweri_kevok] Mirov, dikan, otomobîl, hema her tişt hatibûn guhertin. [886 ceweri_kevok] Birayê wî yê biçûk got: [887 ceweri_kevok] [directspeech Te ji me bawer nedikir. [888 ceweri_kevok] Ka polîs? [889 ceweri_kevok] Ka esker? [890 ceweri_kevok] Ew çûn, dema wan çû. [891 ceweri_kevok] Dewleta wan jî çû… Em niha xwe bi xwe ne, em bi xwe dewlet in. [892 ceweri_kevok] Ji bo Orhan sê rojan li def û zurnê ket, berx û beran hatin serjêkirin û şekir li zarokan hatin belavkirin. [893 ceweri_kevok] Roja çaran çar peyayên bejindirêj û bi navmil hatin mala bavê Orhan û bixêrhatinî dane Orhan. [894 ceweri_kevok] Piştî ku rûniştin, yekî ji wan got: [895 ceweri_kevok] [directspeech Em endamên hukûmeta Kurdistanê ne û me bihîstiye ku te li Swêdê ekonomî xwendiye, ji ber vê yekê em dixwazin tu jî di hukûmeta me de cih bigirî. [896 ceweri_kevok] Hîn berî ku Orhan bersivê bide, lawikek bi bayê bezê ket hundir û bi heyecan got: [897 ceweri_kevok] [directspeech Apê Orhan, baz de, xwe veşêre, esker hatin. [898 ceweri_kevok] Hîn peyva lêwik di dêv de bû, li telefonê ket. [899 ceweri_kevok] Lê kesî bersiv neda. [900 ceweri_kevok] Telefonê her dikir zire zir. [901 ceweri_kevok] Orhan rabû ser xwe ku baz bide, ew her çar peya jî rabûn û nasnavên xwe nîşanî wî dan, [902 ceweri_kevok] [directspeech Em polis in, gotin, tu çûyî Swêdê û tu li dijî dewleta me xebitî yî. [903 ceweri_kevok] Bide pêşiya me! [904 ceweri_kevok] Hingî Orhan ji xew hol bû, di karyole wer bûbû, li ser wê erda sar dîsa laşê wî di xwêdanê de mabû. [905 ceweri_kevok] Saeta wî jî her dikire zire zir. [906 ceweri_kevok] Saet li ser heftê sibehê lêdixist. [907 ceweri_kevok] Wî bi hêrs destê xwe li saetê xist û axînek kûr kişand. [908 ceweri_kevok] Rabû ser xwe û çû daşirê. [909 ceweri_kevok] Piştî bîskekê posta wî hat. [910 ceweri_kevok] Du name, dîploma wî ya ekonomî, kovarek û du rojname jê re hatin. [911 ceweri_kevok] Yek ji wan nameyan jê re ji malê hatibû. [912 ceweri_kevok] Wî bi lez ew name vekir û xwend. [913 ceweri_kevok] Gava di nameyê de bihîst ku birayê wî hatiye berdan, kêfa wî hat, bi lez kincên xwe li xwe kirin û çû mala Serdar. [914 ceweri_kevok] Serdar hê di xew de bû, bi tena derpîkê kinik jê re derî vekir. [915 ceweri_kevok] Çi ye, te xêr e vê sibehê? [916 ceweri_kevok] Serdar jê pirsî. [917 ceweri_kevok] Tu dizanî Serdar... [918 ceweri_kevok] Ez çi dizanim? [919 ceweri_kevok] Te dîsa xewnin ditîne? [920 ceweri_kevok] Orhan keniya: [921 ceweri_kevok] Erê. [922 ceweri_kevok] Serdar jî bi ken got: [923 ceweri_kevok] [directspeech Wele tu li me bûyî Oblomov. [924 ceweri_kevok] Dawiya xewnên te nayên bavo. [925 ceweri_kevok] Xêra xwedê yek derketa, xewnên te binivîsandina û navê pirtûka xwe jî bikira »Xewnên Orhanov«. [926 ceweri_kevok] Êê, de ka bêje, tu dîsa dibûyî serokwezîrê Kurdistanê, an wezîrê kulturê? [927 ceweri_kevok] Orhan keniya. [928 ceweri_kevok] Ew bi hev re derbasî mitfaxê bûn û ji xwe re taştê çêkirin. [929 ceweri_kevok] Heya derengê rojê ew li ser xewna Orhan, li ser rewşa xwe ya li Ewrûpayê û li ser rewşa welêt peyivîn. [930 ceweri_kevok] Oo Xwedêyo. [931 ceweri_kevok] Me qet bawer nedikir ku em ê careke din te bibînin. [932 ceweri_kevok] Me zanîbû. [933 ceweri_kevok] Em bi her tiştî dizanin. [934 ceweri_kevok] Xwedê haya me digihînê. [935 ceweri_kevok] Li malê em bi Swêdî dipeyivin. [936 ceweri_kevok] Piştî rêwîtiyeke dirêj ez ji Şamê gihîştim Qamîşlokê. [937 ceweri_kevok] Ji bêxewiyê û ji guhertina hewa û xwarinê ez gêj bûbûm. [938 ceweri_kevok] Wê êvarê, her çiqas hin malbatên kurdan nexwestin ez herim hotêlê û bi çûyina min ya hotêlê dilê xwe girtin jî, dîsa min bi ya xwe kir; ji bo rehetiya xwe û bi fikira ku ez ê her roj bikaribim serê xwe bişom, ez çûm hotêlê. [939 ceweri_kevok] Qaşo hotel luks bû. [940 ceweri_kevok] Ji xwe gava mirov ji derve li avahiya hotêlê dinihêrî, hotel gelekî xweş û luks xuya dikir. [941 ceweri_kevok] Li gora hotêleke Rojhilata Navîn û bajareki piçûk, ger em paqijiyê deynin aliyekî, hêwana wê jî ne xerab bû. [942 ceweri_kevok] Nizanim çima, lê dibe ji ber ku ez biyanî bûm û xwediyê paseporteke Swêdî bûm, ne şagirtên hotêlê, lê xwediyê wê bi xwe bi min re mijûl dibû. [943 ceweri_kevok] Gava mêrik odeya min û nivînê ku ez ê tê de razêm nîşanî min da, galonekî mazotê jî anî û ji min re sobe dada. [944 ceweri_kevok] [directspeech Swêd sar e, lê şevên biharan welatê me jî sar e, bi ken got, şevbaşî da min û derket. [945 ceweri_kevok] Ez demekê wilo bêdeng li ser nivînê xwe rûniştim û min çavên xwe li hundirê odê gerand. [946 ceweri_kevok] Ji serşuştin û razanê pêve tu tişt nedihate bîra min. [947 ceweri_kevok] Ji ber ku min dizanîbû wê saetê ava germ peyda nabe, di destên min de bi tenê razan mabû. [948 ceweri_kevok] Her çiqas pakbûna nivîna ne bi dilê min bû jî, min kincên xwe ji xwe kirin, lampa xwe vemirand û hêdî ketim nava nivînê xwe. [949 ceweri_kevok] Hema ku ez xilmaş bûm dengê xişxişekê hat min. [950 ceweri_kevok] Bi bihîstina deng re min bi hêz serê xwe ji ser bahlifê rakir, guhên xwe miç kirin û li wî dengî guhdarî kir. [951 ceweri_kevok] Îcar ne bi tenê dengê xişxişê, her wisa dengê çîzeçîzekê jî hat min. [952 ceweri_kevok] Ez bi xwe ji kurmik û kêzikan ditirsim, an jî ez ji wan zehf aciz im, loma ez ji nav nivîna pekiyam û min zû lampe pêxist. [953 ceweri_kevok] Çer ku min lampe pêxist, min dît ku tiştek bilez ket qelîşteka dîwêr. [954 ceweri_kevok] Demeke dirêj so-la min di destê min de bû û ez li benda wî tiştî rawestiyam. [955 ceweri_kevok] Di wê navberê de jî ji bo ku ez bê tirs bikaribim razêm, min di serê xwe de plana ku ez ê çawa û bi çi awayî bikaribim wî benderuhî bikujim, çêdikir. [956 ceweri_kevok] Ez demeke dirêj li benda mam, lê ew derneket. [957 ceweri_kevok] Ez weha westiyabûm, ku êdî nikarîbûm li ser lingan rawestiyama. [958 ceweri_kevok] Min sola di destê xwe de danî û bêî ku lampê vemirînim, min xwe li ser nivînê xwe dirêj kir. [959 ceweri_kevok] Bi xişexiş û çîzeçizeke din, min dît ku kêzikek mezin ji qelîşteka dîwêr derket û bi dîwêr ve rapelikî. [960 ceweri_kevok] Erê, bawer bikin min kêzikeke wilo qet nedîtibû. [961 ceweri_kevok] Herdu çavên wê sor wek du bizotên êgir bûn. [962 ceweri_kevok] Pozê wê reş û deqeke spî lê bû. [963 ceweri_kevok] Serê wê mîna serê mûrîyekê biçûk bû; lingên wê baş nedihatin xuyakirin, lê ji çaran zêdetir bûn. [964 ceweri_kevok] Gava diçû ber zikê odê rengê wê kesk dibû, ku xwe berdida jêr rengê wê dihat guhertin, sorereş dibû. [965 ceweri_kevok] Min jî xwe li ser nivînê xwe dirêj kiribû, herdu destên xwe xistibûn bin serê xwe û li wê kêzikê temaşe dikir. [966 ceweri_kevok] Te digot qey ew bi min re ketibû qayişê, ez hêrs dikirim. [967 ceweri_kevok] Carinan bi lez bi dîwêr ve radipelikî, diçû ber zikê odê, demekê li wir radiwestiya, bi çavên xwe yên sor li min mêze dikir, serê xwe çend caran dihejand û dû re bi lez xwe berdida jêr. [968 ceweri_kevok] Na, diviyabû ew kêzik wê şevê bihata kuştin, an na xew li min tunebû. [969 ceweri_kevok] Ez dîsa weke berê bi lez ji nav nivîna pekiyam, min rahişt sola xwe ku biavêjimê, lê kêzikê çivek da xwe û dîsa ket qelîşteka dîwêr. [970 ceweri_kevok] Ta ku ez li ser lingan bûm ew derneket, lê gava min xwe li ser nivîna dirêj kir, ew dîsa derket û dîsa weke berê bi jêr û jorê dîwêr ve çû û hat. [971 ceweri_kevok] »Ya Rebî ez ê çi bikim?« min di dilê xwe de got. [972 ceweri_kevok] Tu nabêjî westandinê zora min biribû û hema ez bi wî awayî di xew re çûbûm. [973 ceweri_kevok] Min xewneke ecêb di xew de didît. [974 ceweri_kevok] Di şerekî nenas de, hevalên min hemû şehîd ketibûn. [975 ceweri_kevok] Ez jî birîndar bûbûm û di nava xwînê de vedigevizîm. [976 ceweri_kevok] Bi wê birîna xwe ya xedar, bi rik û hêrseke ecêb min xwe ji ber dijmin dida alî û ez bi çiyê ve radipelikîm. [977 ceweri_kevok] Ji bo ku ez xwe nedim dest û şopê ji ser xwe winda bikim, min xwe davêt şikeftekê. [978 ceweri_kevok] Şikeft teng û tarî bû. [979 ceweri_kevok] Di wê şikefta teng û tarî de, ji nişkê ve marekî stûr û bi quloç êrîş tanî min. [980 ceweri_kevok] Demeke dirêj min û mêr li ber hev dida. [981 ceweri_kevok] Geh wî li min dixist ez bi çend gavan bi paş de dipengizandim, geh min lê dixist ew bi çend gavan bi şûn de dişand. [982 ceweri_kevok] Dawî dawî min bi hêz destek lê xist û ez bi êşeke giran ji xew şiyar bûm. [983 ceweri_kevok] Gava ez rabûm, ez di xwêdanê de mabûm. [984 ceweri_kevok] Her du çongên min dihejiyan û xureke ecêb laşê min girtibû. [985 ceweri_kevok] Min kir û nekir çavê min yê çepê venebû. [986 ceweri_kevok] Gava min destê xwe danî ser, min hîs kir ku weke hêkekê werimî ye û tiştek pê ve zeliqî ye. [987 ceweri_kevok] Min ew tişt bi neynûkan da alî û bi çavê rastê baş lê nihêrî; min dît ku kêzika min e. [988 ceweri_kevok] Ez hingî têgihîştim ku min di xew de destê xwe li ser çavê xwe xistiye û kêzik kuştiye. [989 ceweri_kevok] Ji wê rojê pê ve ez neçûm hotêlê û heya bi hefteyekê bi zor werimandina çavê min daket. [990 ceweri_kevok] Lê navê kêzikê ji min re bû meraq. [991 ceweri_kevok] Min ji kîjan xelkê Qamîşlokê, gundiyên der û dora Qamîşlokê, kurdên Şam û Helebê pirsî û kêzik ji wan re tarîf kir jî, her gotin: [992 ceweri_kevok] [directspeech Xeyo, welle em nizanin. [1] Pêşkêş e bo gîyanê pîrozê hemû dengbêjên kurd, ko li gumnavî û bêdengîyê da mirin. [2 cihani_bilican] Evdilê Begzade ko rehmet lê be Nûra Xwedê tijî li nav gorê be Strana Ker û Kulik wî digot Dilorand û dilê xwe pê ra disot Dema ko Werdê porên xwe vedirot Dengbêjê me gel wan kulan dibû cot Rûyê kever bi hêsiran wî dişot [3 cihani_bilican] Givegiva bayê derbuharê ye. [4 cihani_bilican] Taze xal ketine pêsîra çiyayên bilind û serferazên Kurdistanê û damênên wan diqdiqî reş û belek bûne. [5 cihani_bilican] Avên belekiyan her wekî mar û ziyan li pêsîr û berpalên çiyan, li kaş û dol û geliyan, ber bi nişîv, ber bi kêş û rastiyan dişûlikin. [6 cihani_bilican] Eger Mirovî li serê girekî, li qûça bilindeçiyayekî, yan li binê besteke dûr û deşteke vekirî, yan geliyekî kûr û ji dûr va raweste û hûr û kûr dîna xwe bide wan avên keviyan û wan çiyayên serkever û bêhinveker, her yek ji wan çiyayên bilind, dê wekî bûkeke şariye taze xemilandî bêne ber çavên mirovî, ko her yekê kirasekî sipî çîle bûkiniyê li xwe kirine û xwe li ber çavên zavayi ra dinazînin. [7 cihani_bilican] Ew avên belekiyan jî bînanî rişî û qeytanên zîvîn û xişl û rihelan li ser bejin û balên wan yên bilind da şor bûne û li pêsîra wan da birbirî xwe jor da berdane û li ber piyên wan da xwe têkelî çem û rûbaran dikin. [8 cihani_bilican] Çem jî ser hev û ber hev ra pêlan li ser pêlan vedidin û dihurmicin û kef li ser ketî pêş da dixişikin. [9 cihani_bilican] Her yek ji wan çemana wekî kobeyên mezinên zîvînin, ko dorandorî kirasê çiftexasê bûkiniyê ra hatine dirûnê. [10 cihani_bilican] Ew teqalên ko taze reş bûne jî, bînanî çepikên gulan li ser dava wan kirasana da bera mirovî li ser xwe da radikêşin. [11 cihani_bilican] Çavkaniyên li pêsîra çiyan jî bînanî (wekî) qaşên almastê li ser sîngê çiyan, li ber tavê diçilvilin. [12 cihani_bilican] Ew avên belekiyan, dema ko tav lê dide, dûr va bînanî xodîkan rewneq dikevinê û difirin nav çavên mirovan. [13 cihani_bilican] Îca ew mirovên ko dûr va li serê çiyayekî, yan li binê bestekê çav li wan avana dikevin, hema bixwe xwe seha tîhnîtiyê dikin û dilên wan dibijn wê ava ron û çilvilok. [14 cihani_bilican] Û li dilên xwe da dibêjin: [15 cihani_bilican] »Xwezî qurtek ji wê avê li ser dev û lêvên me ketiba.« [16 cihani_bilican] Lê dema tu nêzîkiyê bi wan avan dikî, dilê te tevî hev dibe û bîzê te naçê tu lê mêze bikî. [17 cihani_bilican] Ew avên tevda qur û lîl, avên şêlo, ko kirs û kewal, qirş û qal, pûş û pelaş, qurm û kot li ser ketine. [18 cihani_bilican] Avên ko rûyê bedew û cindiyan li xodîka pêlaviye wan da qîloqaco têne xûyanê. [19 cihani_bilican] Axa zivistanê li ber sir û sermayê sistopisto bûye. [20 cihani_bilican] Sirê li xakê daye û ew bêgiyan kiriye. cihani_bilican] [21 cihani_bilican] Bayê derbuharê tevî tava şîrogerm, keviyên berfa kuşregirtî û qeşayê diavînin. [22 cihani_bilican] Îca avên belekiyan bînanî xûna birîndarên ko leşê wan bi reşêşkên gulle û bi derbên tîr û şûran kunkunî bûbin, li rehên erdê ra dikişin û li ser leşê wê ra dişûlikin. [23 cihani_bilican] Îca li gelek ciyan da ew avan tevlihev dibin û xwe jor da berjêr, ber bi newal û geliyan, ber bi nişîv berdidin û xweliya nerm û sirêbirî li pêsîra erdê diqoqilînin û dikin herî û di gel xwe ber bi jêr dixişikînin. [24 cihani_bilican] Rûyê erdê, ew teqalên reşbûyî wisan celxcelxî, tîştîşî û şivîşivî dibe, ko tu dibêjî qey pişîkan daye ber pencerûskan. [25 cihani_bilican] Li vî danê salê û li demeke weha da, eger mirovîekî tîhnî rastî wan avan bê, eger li ber tîhnîtiyê kezeba wî bişewite jî, eger agir li dilê wî bikeve jî, eger dîzka hûrê wî bikuzure jî, eger cîhan lê bibe germiyana Enfalê û çola Kerbelayê jî, li ber şêlûtî û gild û gemarê bîzê wî naçe wê avê, ta ko qurtekê, heylo dilopekê, heylo çiravekê ji wê avê li ser can û cîger û hinavên xwe da bike û kezeba xwe ji şewatê û dîzka hûrê xwe ji sotinê rizgar bike. [26 cihani_bilican] Hema rastî jî ew avan »dûrkujên nêzîk xisar in.« [27 cihani_bilican] Ca li destpêka Adarê da, bayê buharê, ko li her navçeyekê da navek lê kirine, dest pê dibe. [28 cihani_bilican] Bayê derbuharê bayekî demdemkî ye. [29 cihani_bilican] Hindek caran wisan nerm û germ û êm û dilhebîn e, ko dilê mirovî dixwaze, mirov gepkên rûmetê xwe bispêre ber destên wî, da ko bînanî giraviyeke dilovan û yareke dilhebîn gepkên rûmetê mirovî bi evîn û hijmekarî mist bide û biperixîne û bi destên xwe yên dilovane nerme nol, rûmetê serma û zemherîrdîtî û li ber sir û seqemê tevizî, bi dil û can tevbide. [30 cihani_bilican] Dilê mirovî dixwaze, ko ewî bayî bi giştî hêza leş û giyan, bi dev û difinan hilmije şah xwe û bikişîne sebeta sîngê xwe û sîngê xwe pê paqij bike. [31 cihani_bilican] Bêhna wî bayî tijî ye li bêhna gulavîn e, xaka paka taze ji bin berfê derketî. [32 cihani_bilican] Bêhneke hind xweş û dilveker ji wî bayî tê, tu dibêjî hema bêhna gulan bixwe ye. [33 cihani_bilican] Rastî jî hema gereke, ko ev bêhna, bêhna gul û kulîkan be. [34 cihani_bilican] Gul û kulîlkên ko hê ji cîhana jêr axê rizgar nebûne û hê serê xwe li jêr xaka giran dernexistine. [35 cihani_bilican] Lê hêdî hêdî pinc û reh dajon û dixwazin erdê biqelêşin û şax bavêjin û xwe ji cîhana teng û tariya binerdî rizgar bikin. [36 cihani_bilican] Yan jî hema bêhna leşên wan gul û kulîlk û gîha û pincarana ye, ko sala çûyî li ber bayê tunde payîzê qişirîn e û pelgên wan yên nazik û xweşik li ber bayê weşiyan e û li jêr pê û siman hatine pişirandin û pişaftinê û bûne xwelî û têkelî axê bûne. [37 cihani_bilican] Bi her cureyî bêhn bêhneke gulavîn û nasiyar e. [38 cihani_bilican] Bêhna gul û sosin û beybûnan e. [39 cihani_bilican] Bêhna catirî, pûng, sîrmo, kurad, hindiş, siyabo, hewşan, pojan, rihan û piltanên beyanîn e. [40 cihani_bilican] Bêhna şembele û sêpelge û once û korînganên beyaran û sorgul û sosin û sumbul û benefşe û şevbo û nêrgizên xuristen e. [41 cihani_bilican] Mirovî li ber vê bêhnê mest û gêj dibe û di gavekê da giştî derd û kulên vê cîhana xortxapîn ji bîra mirovî diçe. [42 cihani_bilican] Lê ev sermestî û serxweşiya hind dom nake. [43 cihani_bilican] Lewra ko ew bayê wisan bêhinveker û canbexş û dilhebîn ne ji gav da, hema li çavqirpandinekê da, hema li bêhnvedanekê da tê guher rînê. [44 cihani_bilican] Wisan ne ji gav da tê guherînê, ko mirov vediciniqe. [45 cihani_bilican] Dewsa bêhna gul û benefşeyan, bêhna sir û seqem û zuqum û zemherîrê jê difûre. [46 cihani_bilican] Ne ji gav da, we lê tê, ko ew bayê wisan bêhnveker, bêhna merg û mirinê jê tê. [47 cihani_bilican] Ew nermebayê aram, ne ji gav da wisan dirinde dibe, ko kumê mirovî ji seri direvîne. [48 cihani_bilican] Wisan tund û guj dibe, ko çi giyanliberek nikare xwe li ber bigire û destekî li seri, yekî li piştê, li dû durbe û pesêvekê digere. [49 cihani_bilican] Eger ew giyanlibere mirov be, xwe davêje ber pesêva kevir yan dîwarekî. [50 cihani_bilican] Yan jî çavên xwe li kor, kendal, zang, zinar, û kûleyekî digerîne, ta ko penahê bibe ber û ji destê wê seqema giyanveroj rizgar bibe. [51 cihani_bilican] Eger ew giyanlibere ajeleke dirinde be, xwe davêje landa xwe ya zivistanî û ji derketina xwe ya derva poşman dibe. [52 cihani_bilican] Eger kêz û kurm û cir û canewer be, xwe li celx û qelîştekên erdê da, li bin kevir û lîpan da, li hêlûn û kun û kunlîs û kûlikên xwe da, xwe dilemisîne û vedişêre. [53 cihani_bilican] Lê ev bayê demdemkiyê derbuharê hindek caran lap tûre dibe. [54 cihani_bilican] Wisan tûre û şêt û har û dîn û tepoyî dibe, ko çi giyanliber neşên li ber rawestin û heylo li kûlik, celx, durbe, pesêv, land, kûle û hêlûnan da jî xwe naêşirînin. [55 cihani_bilican] Ew baya wisan gur û guj dibe, ko berfa kuşregirtî ji erdê radike û li nav çavên giyanliberan da lê dide. [56 cihani_bilican] Ewir û esman berev dibin. [57 cihani_bilican] Rûçikê şîne esmani berebere gewir dibe û dibe rûçkê sîrfiroşan. [58 cihani_bilican] Esman dibe pîrejineke li nav salan da çûyî, porgewir û pirçaloz. [59 cihani_bilican] Pîreke lorik lê xerabûyî, bi bolebol û bilmebilm. [60 cihani_bilican] Wisan tund û tirş û navçavan bi girê dibe, ko mirov sawa kulê jê digre. [61 cihani_bilican] Mirov nawêre lê mêze bike. [62 cihani_bilican] Durust hîngaye, ko berfa çîl û kever li nav çavên giyanliberan direşîne û wan li ber sir û seqemê dilerizîne. [63 cihani_bilican] Lê hê demeke xurt nebihoriye, hê te dewsa xwe germ nekiriye, ko dîsan ser ji nû ewir û esman jev berdidin û hewa vedibe. [64 cihani_bilican] Sîngê esmani qulqulkî dibe û berebere esmanê sayî dilê mirovî vedike. [65 cihani_bilican] Gultên hevgirtiyên ewiran wekî komikên ramiyariyên bêtifaq û hevduxor, birbirî dibin û li hevdu têne bi paşpaînan û dibijiqin û tekoteko li gultên biçûk û bêreng da, xwe bi perê asimani va dizeliqînin. [66 cihani_bilican] Li gavekê da ew esmanê ewirayî, sayî dibe. [67 cihani_bilican] Sayiyeke şîn û pîrozeyî. [68 cihani_bilican] Weke armûşê peng. [69 cihani_bilican] Wisan saf û hulo dibe, ko rewneq dikevê. [70 cihani_bilican] Tava canbexş û cîhanronîker dizeliqîne pêsîra [71 cihani_bilican] erdê sikî sar û di gavekê da sîngê erdê disincirîne. [72 cihani_bilican] Tu dibêjî qey her tişt derew bû. [73 cihani_bilican] Ne berfê karê barînê dikir û ne ewiran karê girînê, ne jî pîra esmani karê por û pirçwerînê. [74 cihani_bilican] Her tişt ne ji gav da reng û rûyê xwe diguherin. [75 cihani_bilican] Givegiva bayê dir, dibe nermebayekî canhebîn û dilveker. [76 cihani_bilican] Bager û bakirêve û tîpî cîhên xwe didin hulmebayekî nerm û sivik û bêhnvekerê buharî. [77 cihani_bilican] Tava germ dîsan pişta mirovî, û dîtir giyanliberan ya sar û tevizî germ dike. [78 cihani_bilican] Lê hê jî teltên ewirên gewir û gerok li rex û kujên esmanê şîn û bêbinî da lev digerin. [79 cihani_bilican] Tu dibêjî qey hevdu wenda kirine. [80 cihani_bilican] Gultên çiremijê xwe bi cengelên bilindciyan û bi serê qûçên birekan va, bi sereyal û yalçînan va dadiliqînin. [81 cihani_bilican] Tav diqijilîne. [82 cihani_bilican] Lê hê te çêja germayê di leşê xwe da baş seh nekiriye, ko dîsan teltên ewirên jevberdayî û bijiqî destên yêkatiyê didin hev û berevî ser hev dibin. [83 cihani_bilican] Sireke sar divizînê û teltên ewran dîsan berevî ser hevdu dibin. [84 cihani_bilican] Dîsan cîhana ronahî, reş û tarî dibe. [85 cihani_bilican] Tav xwe vedişêre. [86 cihani_bilican] Piştî sireke sar, ko li mejiyê hestikên giyanliberan da kar dike, pirûskpirûsk berf jor da tê. [87 cihani_bilican] Bi barîna berfê ra berebere sira sar veditexire û ba dadinê. [88 cihani_bilican] Li dû ra pirûskên berfê pil bi pil mezin û mezintir dibin û berebere dibin kuliyên gir û kever. [89 cihani_bilican] Hêdî hêdî ew kuliyên berfê dibin şilope. [90 cihani_bilican] Îca her kuliyeke berfê wekî kotireke çîle kever nermik nermik jor da xwe berdidin ser sîngê erdê. [91 cihani_bilican] Lê ev kotirên kever hê piyên wan negiheştine erdê, diavin û ji nav diçin. [92 cihani_bilican] Temenê van kuliyana wisan kurt e, ko mirov nikare cudatiya nîveka hebûn û nebûna wan û naweya bûyîn û nebûyîna wan bihejmêre. [93 cihani_bilican] Temenê hindek tiştan li cîhanê da wekî temenê van kuliyana kurt û hindik e. [94 cihani_bilican] Wisan kurt û hindik e, ko mirov nizane kînga çavên xwe li cîhana ronahî vekirin û kengê ji cîhanê koç kirin. [95 cihani_bilican] Hê çavên xwe li cîhana ron venekirine, hê piyên xwe nedanîne ser topa axê, temenê wan kuta dibe û ji nav diçin. [96 cihani_bilican] Lê berewajî wan, hindek tişt jî temenê wan dûr û dirêj e. [97 cihani_bilican] Bînanî wan kuliyên berfê, ewanê ko ev e çendik û çend hezar salin li serê çiyayên bilinde cîhanê ketine û ta roja îro jî qet hê navê aviyan û bihojtinê nebihîstine. [98 cihani_bilican] Meriv dikare ji temenekî wisan ra temenekî herehereyî bêje. [99 cihani_bilican] Herçend ko çi tişt li vê keyhanê da herehereyî nîne û nikare hetahetanî wekî xwe bimîne. [100 cihani_bilican] Lê kêm hêz hene ko bikaribin tiştên wiha bi sanahî ji holê rakin û bikin mêvanê nemanê. [101 cihani_bilican] Ne germaya havînê li wan kar dike, ne jî sermaya zivistanê. [102 cihani_bilican] Ne tavî û teyrok û reşêşkên tunde baranê bi wan dikarin û ne jî hêza bahoz û bakurofê dikare wana ji cî bileqîne. [103 cihani_bilican] Her tenê tiştek heye. [104 cihani_bilican] Ew jî tişteke gelekî pês û pintî û kotî ye. [105 cihani_bilican] Erê ew jî; kurmê darê ne ji darê be, riziyana darê tuneye. [106 cihani_bilican] Ew berfa xudanê temenê herehere yî jî hindek caran tûşî kurmên xwe bi xwetiyê dibe. [107 cihani_bilican] Ew jî hindek caran kurmî dibe. [108 cihani_bilican] Kurmên sipî çîl, durust li ser rengê berfê da, ji berfê bixwe, ji dava berfê ketî dikevine canê berfê û berfê li nav da diavînin. [109 cihani_bilican] Ew kurm bînanî kurmên kotîbûnê dikevine hinavê berfê û ewê ber bi nemanê dişînin. [110 cihani_bilican] Ew kurm li bin va berfê dixon û sîngê wê li bin da diqoqilînin. [111 cihani_bilican] Hinavê wê kunkunî dikin û li ser pişta wê ra davêjin. [112 cihani_bilican] Ca hîngaye, ko hulma erdê li sîngê berfa tîştîşî bûyî ra davêje derva û ew berfa herehereyî ne ji gav da bînanî birîndarekî birînkûr, kûr dinale û qîrçîn jê tê û li nav xwe da dişkê û ava zipe zelal ji hinavê wê dikişe. [113 cihani_bilican] Durust hîngaye, ko kezkên kiça erdê, kezkên alekokê, li ber wê ava hinavan şax davêjin û berebere pirçin dibin. [114 cihani_bilican] Îca ew li ber neynûka ava hinavan kezî û biskan badide û xwe ji bo kurê berfê dixemilîne. [115 cihani_bilican] Lê bi dax û keserên giran va ta porê alekokê şax davêje û penc vedide, kurê berfê nexweş dikeve û navçoyî dibe û nava wî xûn dikişe. [116 cihani_bilican] Êdî kutaya temenê wî pêra digîje û sal dikeve ser rojrojkan. [117 cihani_bilican] Êdî kurê berfê nikare wê salê zemawendê bike. [118 cihani_bilican] Lê ew bêhîvî nîne. [119 cihani_bilican] Dîsan weke caran dîlan û zemawendê salekê paş da davêje û dispêre dayîka alekokê, ko dê sala bê bişîne xwazginiyê kiça wê û evê peyamê jî, ji alekokê ra, ji berdilka dilê xwe yê birîn û xoşewîsta xwe ya xemrevîn ra dişîne: [120 cihani_bilican] Alekokê pirçinê! [121 cihani_bilican] Berdilka dilê minê! [122 cihani_bilican] Min şureşur ketiye binê. [123 cihani_bilican] Hatime halê mirinê. [124 cihani_bilican] Zemawenda me bila bimîne saleke dinê. [125 cihani_bilican] Lê hindî cîhan ava bûye, dema van herdu evîndaran wehaye. [126 cihani_bilican] Hindî ko kurê berfê fîkefîka wî ye û amade ye, ko kiça erdê bixwaze, erd berhaneyan dîne û dibêje ko hê kezîkên kiça min dirêj nebûne û zulfên wê nehatine ber badanê. [127 cihani_bilican] Bihêle bila porên kiçka min kûşkê dirêj bibin, zulfê wê bêne ber badanê û keziyên wê bêne ber hûnanê û çavên wê bêne ber kildanê paşê. [128 cihani_bilican] Lê derdê li ser derdan ra, dema ko kez kên kiça erdê dirêj dibin. [129 cihani_bilican] Biskên wê têne ber badanê û keziyên wê têne ber hûnanê. [130 cihani_bilican] Çavên wê li ber hewiretirîşqeyan têne kildanê û dibe bengebenga wê û ji zemawendê ra amade dibe, mîxabin ko kurê berfê nexoş dikeve. [131 cihani_bilican] Navçoyî dibe. [132 cihani_bilican] Av ji hinavan dikişe. [133 cihani_bilican] Bi neçarî zemawendê salekê wekî hezaran salên çûyî paş da davêjin. [134 cihani_bilican] Lê bi dax û derdên giran va, hindî cîhan cîhan e, dema van herdu evîndarên bêmiraz weha ye û hê jî ta roja îro destên wan negiheştine hevdu. [135 cihani_bilican] Gelo rojekê bê, ko ev herdu evîndarên bêmiraz bi evîna xwe şa bibin? cihani_bilican] [136 cihani_bilican] Taze bayê tunde derbuharê danîbû. [137 cihani_bilican] Taze berfê û şilopê vekiribû. [138 cihani_bilican] Erd hê jî herî bû. [139 cihani_bilican] Lîlavên şilopê ji erdê dikişiyan. [140 cihani_bilican] Ew li ser kevirê bêriyê rûniştibû. [141 cihani_bilican] Destê xwe yê çepê dabû bin jêrçena xwe û kûr diponijî. [142 cihani_bilican] Serçokên wî xuriyabûn. [143 cihani_bilican] Dermilên wî rişî girtibûn. [144 cihani_bilican] Çarixên wî devê xwe lê xwar dikirin. [145 cihani_bilican] Gencekî bi pîl û şan, bilindbala û tevkuta yî, bi zend û bend, navmilpan û gerdenkela bû. [146 cihani_bilican] Taze berê simbêlê wî xwidan dabû. [147 cihani_bilican] Lê ew gencê han wisan kûr diponijî, ko agah ji deng û sedayên li çar kinarên xwe nebû. [148 cihani_bilican] Dihate bîrê, dema ko taze fam dikir. [149 cihani_bilican] Taze têdigehîşt. [150 cihani_bilican] Taze destê xwe yê çepê ji yê rastê nas dikir, ko li mala wan da şîn bû. [151 cihani_bilican] A, hema li vê hewşê da, hema ha li kujê han da, termê xûnaviyê bavê wî danîbûn ser teneşoyê. [152 cihani_bilican] Mirîşoyan bi lûfikên sipîçîl xûna wî ya sore gevez tevî avê dikirin û dişoştin. [153 cihani_bilican] Leşê wî yê kever li jêr xûnê da derdiket. [154 cihani_bilican] Lê xûn li birînan da ranediwesta. [155 cihani_bilican] Ta şoştina wî kuta kirin jî, hema wisan xûn ji birînên wî diza. [156 cihani_bilican] Durust bînanî kaniyeke avzêm xûn jê vediza. [157 cihani_bilican] Melayî bi lez kefen lê wer kir. [158 cihani_bilican] Lê xûnê da kefeni û ji kefeni ra derbas bû û li ser kefeni telte girt. [159 cihani_bilican] Te digot qey çepikek sorgul avîtine ser kefenê wî û pê wê çepika sorgulan rêz li gorîbûna wî li rêka av û axê da girtine. [160 cihani_bilican] Hemanê tê bîra wî, şerê wan û bîhaniyan bû. [161 cihani_bilican] Bîhaniyan avîtibûn ser talanên wan. [162 cihani_bilican] Ew bîhaniyên ko carê bi berhaneyekê hêriş dihanîn ser cî û warên wan. [163 cihani_bilican] Dixwestin wan ji gundê wan, ji bajarê wan, ji bajarokê wan, ji warê wan, ji welatê wan, ji av û axa wan derêxin. [164 cihani_bilican] Dixwestin welatê wan zorpes bikin û wana têxin bin destên xwe da. [165 cihani_bilican] Şer, şerê av û axê bû. [166 cihani_bilican] Dujminan rojê berhaneyek ji wan digirtin. [167 cihani_bilican] Rojê newalek ji kewşenê wan, geliyek ji warê kal û bavên wan, berxêrek ji zeviyên wan, çiyayek ji zozanên wan zorpes dikirin û davîtin ser kewşenê welatê xwe. [168 cihani_bilican] Rojê hindek ji kewşenê welatê wan bi fend û fêlên dîwanî û ramiyarî, bi qeyd û qoçan li ser xwe didane nivîsandinê û li ser xwe tapî dikirin. [169 cihani_bilican] Yan jî davîtin ser keriyên wan û terş û talanên wan dikişandin. [170 cihani_bilican] Dîsan weke çendik û çendîn caran dujmini avîtibû ser keriyên wan. [171 cihani_bilican] Bavê Silêmanî, Eliyê Mîrî peyî talanan ketibû. [172 cihani_bilican] Mêrmêranî şer kiribû. [173 cihani_bilican] Çend kes ji dujminan kuştibû û termên wan dagîrkerane li ser xaka pak velezandibû. [174 cihani_bilican] Lê hejmara dujmini gelek bû. [175 cihani_bilican] Eliyê Mîrî tenê bû. [176 cihani_bilican] Li ber xwe dabû. [177 cihani_bilican] Çend kesên dî jî pê sûngiya xwe ya jehrdadayî birîndar kiribû. [178 cihani_bilican] Lê derbên sûngiyên dujmini li ser sîng û navmilên wî, kelên jê birîbûn. [179 cihani_bilican] Ta hawarî pê ra gihîştibû, ew li hespê da jor da ketibû. [180 cihani_bilican] Li ser axa bav û kalan can dabû. [181 cihani_bilican] Dujminan gava ko dîtibûn, hawarî waye bi wane ra digihîje, talan cî da hêlabûn û revîbûn. [182 cihani_bilican] Seriyo tu ji pêyan ra gorî bî. [183 cihani_bilican] Her kesî bi zorê giyanê xwe kiribû devê xwe û panî li pê dabûn, herin, ko hûn naçin! [184 cihani_bilican] Gava ko hawarî gihîştibû ser termê Eliyê Mîrî, term hê jî germ bû. [185 cihani_bilican] Lê êdî ji tik û pik ketibû. [186 cihani_bilican] Siwarên hawariyê bêy girîn û şîn, talan li ser zomê da zivirandibûn û pê sûngî û nêzeyên xwe darbestek girêdabûn. [187 cihani_bilican] Termê Eliyê Mîrî danîbûn ser wê darbestê û ji wê derê jî biribûn bajaroki, da ko li goristana bajaroki da, li rex gorên bav û bavpîr û da û dapîran da, li zadigeha wî da, wî bispêrine xaka pak. [188 cihani_bilican] Ev qewimînan bi giştî bînanî perdeyeke reş li ber çavên Silêmanî ra dihatin û diçûn. [189 cihani_bilican] Te digot qey hema du, sê rojan berî niha ev yekana qewimîne. [190 cihani_bilican] Li ser kevirê bêriyê rabû. [191 cihani_bilican] Kalekela berx û mihiyên hevhêsiyan bala wî li ser xwe da rakişandin. [192 cihani_bilican] Kesereke kûr rahêla. [193 cihani_bilican] Baş tê bîra wî, ta çend salan berî niha jî, ev hewşa wan tijî bû. [194 cihani_bilican] keriyên pezên wan der û deşt tijî dikirin. [195 cihani_bilican] Lê betirpêrar bû, ko cerda dujmini dîsan avête ser keriyên wan û gidgidîkeke kor, kereke topal û bizineke gurî jî ji wane ra nehîştin. [196 cihani_bilican] Bixwe, xwe tevgirêdabû. [197 cihani_bilican] Li bozê dêlhine siwar bibû. [198 cihani_bilican] Li peyê cerdê ketibû. [199 cihani_bilican] Lê meta wî Rewşê çarika xwe avîtibû ber piyên hespê wî û jê daxwaz kiribû, ko neçe. [200 cihani_bilican] Ewî jî nikarîbû li ser çarikê ra derbas bibûya. [201 cihani_bilican] Ev debeke mêjîn e. [202 cihani_bilican] Kes nikare li ser çarika jinekê ra, ko avîtibe ber piyên wî, derbas bibe. [203 cihani_bilican] Dibêjin her kesê ko li ser wê çarikê ra derbas bibe, çûyîna wî heye, lê hatina wî tune ye. [204 cihani_bilican] Dê tendurust here û nivîşkan vegere. [205 cihani_bilican] DYê zindî here û mirî bizivire. [206 cihani_bilican] Silêman ji mirin û kuştina xwe netirsiyabû, belkû wî xwestibû bi xelkê bide zanîninê, ko qedrê meta xwe digire û keriyê qerqaş goriyî tayek ji porên meta xwe ya servekirî dike. [207 cihani_bilican] Hema gava ko meta Rewşê çarika xwe vekiribû, havîtibû ber piyên hespê wî, bayê lêdabû, bisk û zulfên meta wî tevî hev kiribû. [208 cihani_bilican] Zûka ji hespi peya bibû û çarika meta xwe ji erdê rakiribû, dakutabû, dabû serê wê û li ser oxirê zivirîbû. [209 cihani_bilican] He li wê derê ra rast zivirîbû, çûbû ser gorina bavê xwe. cihani_bilican] [210 cihani_bilican] Dîsan bînanî yekimîn rojemerga bavê wî, koma jinan li nav goristanê da berev bibûn û zincîrqol girtibûn û li ser gorina Eliyê Mîrî digotin û digiriyan. [211 cihani_bilican] Ewan xweliya dora gorina Eliyê Mîrî bi dest radikirin û li ser serê xwe da dikirin. [212 cihani_bilican] Rûmetên xwe yên nazik didane ber pencerûskan û porên serê xwe ta tayî dirûçikandin. [213 cihani_bilican] Dengê Gewirê li ser hemû dengan diket. [214 cihani_bilican] Gewirê dengbêjeke bi nav û deng bû. [215 cihani_bilican] Li giştî wê navçê da, kê derê şînek heba, dihatin Gewrê dibirin, da ko ew li ser mirî, yan kuştiyên wan da bilorîne û wawîlokan bêje. [216 cihani_bilican] Te digot qey Eliyê Mîrî taze hatiye kuştinê. [217 cihani_bilican] Gewirê digot û dilorand û davîte ser Eliyê Mîrî û yên dî jî pê ra digotin û digiriyan. [218 cihani_bilican] Niha ko Silêman waye li raserî kevirê bêriyê ra rawesta ye, hê jî dengê Gewirê li guçkên wî da diziringîne. [219 cihani_bilican] Bînanî wê hindê bû, ko hema a niha ye, Gewrê vê wawîlokê bi dengekî pir soj û awayekî pir şewat dibêje û davêje ser bavê Silêmanî: [220 cihani_bilican] Wayê li minê, wayê li minê, wayê li minê... [221 cihani_bilican] Şerekê li me qewimî, sibê zûka li ber beyanan... [222 cihani_bilican] Hawarî daket nava gund û wan zozanan... [223 cihani_bilican] Digotin gelî mêran, dujmini avît ser talanan... [224 cihani_bilican] Porkurê Rewşê, dêranê Newşê hawarîke ne bi xewşî ji me ra dihat, digotin derbên li berî bedena Eliyê Mîrî, gula bereviyan dane, bi hevde tîrên ji kewanan... [225 cihani_bilican] Hey la li minê lê dêranê wezê... [226 cihani_bilican] Te digot qey hema Eliyê Mîrî taze hatiye kuştinê û Gewrê jî taze li ser cenazê wî rabûye. [227 cihani_bilican] Dengê wê di guçkên Silêmanî da deng vedida: [228 cihani_bilican] Lolo Mîro sibe bû, sibe zû bû, hîv rabibû danzde riman... [229 cihani_bilican] Hawarîke ne bi xweşî li me daket, li girê sînor, li wan çep û kiman... [230 cihani_bilican] Eliyê minê delal, mîrê taze, siwarê Şevreng ji mal derket, fenanî caran, tim û timan... [231 cihani_bilican] De porkurê wezê, dêranê wezê, eva çendik û çend rojin, kekê Silêmanî nazivire nav dîwanê nizam çiman... [232 cihani_bilican] Xelkê wenda kirine teke û tûke, ser û sûtalên malan, minê wenda kiriye Eliyê Mîrî, kekê Silêmanî, serekê mîr û wan hakiman... [233 cihani_bilican] De dêranê dibêjin mîrê delal birînda re bi derbên hevde tîr û danzde riman... [234 cihani_bilican] De Rewşê dêranê xûn dikişe ji birînên wî axayi, bînanî lûlikên lûleheng û wan gumguman... [235 cihani_bilican] Evê benda dûmayîka wawîloka Gewrê li nav serê Silêmanî da deng vedida: wan gumguman....wan gumguman... Û tijî serê wî xûn dikir. [236 cihani_bilican] Li nav deriyaya wan hizrana da bû, ko mamê wî Îsê Mîrî lê derket û gazî kirê: [237 cihani_bilican] »Silêman tu çima îro neçûyî dîwanxana Axayi? [238 cihani_bilican] Lê kî îro qehweya dîwanxanê digerîne!?« [239 cihani_bilican] Te digot qey derbek ji derbên sûngiyên bi jehrê avdayî li sîngê Silêmanî da daçikandin. [240 cihani_bilican] Ta roja îro li ber apê xwe nerawestabû û xebera xwe nedabû ber xebera wî. [241 cihani_bilican] Mamê wî serê wî kî alî da jê bikira, xûna wî yê li wî alî da bikişiya. [242 cihani_bilican] Lê îro êdî nedikarî pêşayîka xwe bigirta. [243 cihani_bilican] Li mamê xwe zivirand: [244 cihani_bilican] »Ha te bavo daye kuştinê, ko ez herim li dîwanxana bûrayê te da qawê bigerînim? [245 cihani_bilican] Ez niha ji te ra dibêjim, hûn ya rast nebêjin min, ezê serê xwe hildim, terkedinya bibim û li çil û çiyan bikevim. [246 cihani_bilican] Ya rast bêjin, kanê bavo bi destê kê, bi pîlanên kê hatiye kuştinê. [247 cihani_bilican] Ez ta ko tola bavê xwe venekim, ez nikarim li vira bimînim û bijîm. [248 cihani_bilican] Ez êdî nikarim li nav çavên zarekê jî mêze bikim. [249 cihani_bilican] Hem bavê min bê tol hatiye kuştinê, hem jî dewlet serê te, ez diçim ji wan kesana ra qawê digerînim, ko qawegerîn û misînhelgirên bavê min bûn.« [250 cihani_bilican] Mamê Îs we ma. [251 cihani_bilican] Eva cara yekê bû, ko Silêmanî weha sivikatî bi bûrayê wî, ko niha bûye axayê navçê, dikir. [252 cihani_bilican] Îsê zanî ko daye qafê wî. [253 cihani_bilican] Zanî ko ew pîs sincirî ye. [254 cihani_bilican] Hêdî û li ser hemdê xwe hat û li ber Silêmanî rawesta û bi zimanekî nerm û lûs, bi rûyekî vekirî, nermik nermik li ber Silêmanî xwend: [255 cihani_bilican] »Berxê minê xoştîvî! [256 cihani_bilican] Ma ez bîhanîme? [257 cihani_bilican] Babê te ye, birayê min e! [258 cihani_bilican] Ez jî hê bînanî te dilbikul û birîndar im. [259 cihani_bilican] Tu gencekî zana yî. [260 cihani_bilican] Tu bixwe dizanî ku, kekî li ser talanan hatiye kuştinê û wî bixwe jî bi destên xwe tola xwe vekiriye. [261 cihani_bilican] Êdî hewce nîne ko ez û tu em li hizra tolvekirina wî da bin.« [262 cihani_bilican] Silêmanî bersiv da: [263 cihani_bilican] »Ez jî dizanim, ko bavo li ser talanan hatiye kuştinê, lê bavo bi dexesî û xinizî û bi pîlan hatiye kuştinê. [264 cihani_bilican] Ez dixwazim bizanibim, kanê kê ew pîlan ji bavo ra kişandibû?« [directspeech cihani_bilican] Xudê ez jî bînanî te, bi min va jî reş e. [265 cihani_bilican] Em dizanin ko dujminan havîtibûn ser keriyên me û dixwestin ko talanan bikişînin, û kekî li dû ketibû û talan zivirandibû û çend kes jî ji dujminan kuştibû û bixwe jî hatibû kuştinê. [266 cihani_bilican] Êdî me hay bi pîlan û mîlanan nîne.Ya dîwanxanê jî ez bixwe te dişînim wê derê, da ko tu çavnas bibî. [267 cihani_bilican] Xelkê û giregiran binasî. [268 cihani_bilican] Di gel ridênsipî û mezinan rabî û rûnî. [269 cihani_bilican] Eger car û baran qaweyekê jî digerînî, ca malavayo mala xelkê ko nîne, mala xizmê meye. [270 cihani_bilican] Silêmanî serê xwe berdabû. [271 cihani_bilican] Bi tûretî û li ser hev digot: [272 cihani_bilican] »Ez li vira namînim. [273 cihani_bilican] Ez nikarim li vira bimînim. [274 cihani_bilican] Ciyê ko ezê nikaribim bersiva zarekê jî bidim, ezê nikaribim li nav çavên zarokekê jî mêze bikim, ezê çawa bikaribim bimînim. [275 cihani_bilican] Na ya min û vî welatî li hev nagire. [276 cihani_bilican] Ez nikarim qawegerîniya kesên dexes û gelxapîn û xiniz bikim.« [277 cihani_bilican] Silêman tûre bibû. [278 cihani_bilican] Soromoro bibû. [279 cihani_bilican] Te xencer lêdaya çipikek xûn jê nedihat Serçavên wî bibû sêleke sora sincirî. [280 cihani_bilican] Hema wisan serberdayî, bû bilmebilma wî û ber bi aliyê malê çû. [281 cihani_bilican] Mamê wî jî wehimî. [282 cihani_bilican] Kesereke sar rahêla û li ber lêva xwe da got: [283 cihani_bilican] »We diyar e, ko tiştek li ber guçkên wî xwendine! [284 cihani_bilican] Ew waye li rê deranîne û li ser tirafan xistine.« [285 cihani_bilican] Bi vê gotinê ra bû nirçenirça wî û ber bi dîwanxana bûrayê xwe rê ket. [286 cihani_bilican] Silîv Beg, mîrekî gelhebîn û welatperwer û pir bi nav û deng bû. [287 cihani_bilican] Seranserî Kurdistana bakûr, giştî êlên; Kîkan, Mîlan, Zîlan, Sîpikan, Mirdêsiyan, Şadikan, Şikakan, Reşkotan, Silîvan, Xerzan Mihemdan û Beraziyan... li jêr fermandariya Silîv Begi da bûn. [288 cihani_bilican] Giştî xelkê Kurdistanê ji wî ra Mîr Silîv Beg digotin. [289 cihani_bilican] Silîv Begi bi rewtar û kiriyar û akar û gotarên xwe, xwe li dilê giştî gelê xwe da cî kiribû. [290 cihani_bilican] Ew tim û tim li hizra rizgariya gel û felata welati da bû. [291 cihani_bilican] Gelek caran ewî bi arîkariya şêvirdarên xwe yên zana û dilsoj, şêvrên şevane dadinî û giştî serokhoz û xêlbegên Kurdan li dîwana xwe da top dikir û li bara rewşa gel û welati da di gel wan diaxift û li dû rê û çareyekê digeriya, da ko gelê wî jî weke sedan gelên dî yên cîhanê bibe xudanê çarenivîsa xwe û welatê wî jî weke sedan welatên dî bibe welatekî serbixwe. [292 cihani_bilican] Wî bi hizra rizgariya welati seri dadinî ser balgî û bi hîviya azadiya geli çav li xewê vedikir. [293 cihani_bilican] Ew her tim li wê hizrê dabû ko welatê xwe li jêr lekmên dagîrkeran derîne. [294 cihani_bilican] Du kurên Silîv Begi hebûn. [295 cihani_bilican] Ji yê mezin ra digotin; Îsê Mîrî û ji yê biçûk ra jî digotin; Eliyê Mîrî. [296 cihani_bilican] Îsê nuxuriyê Mîrî bû. [297 cihani_bilican] Mîrî li zaroyên xwe hemûyê gelektir hejî Îsê dikir. [298 cihani_bilican] Çend berdestik û lele û mamosta û şêvirdar danîbû ber destên Îsê. [299 cihani_bilican] Mîrî Îsê bi naz û neimet perwerand û gîhand. [300 cihani_bilican] Ta ko bû xortekî gihîştî. [301 cihani_bilican] Ca çi xort!...Xortekî têgiheştî û toredar, cewanakî ciwan û nazenîn û dilhebîn. [302 cihani_bilican] Xortekî wisan li wî derketibû, mirovî dil nedikir lê binêriya. [303 cihani_bilican] Xortekî keşxeyî bejinziravî balaberz, li hindav da hilkişiyayî. [304 cihani_bilican] Çavên reşbelek, birûyên kêşayî, eniya pan û vekirî, temorîka reş, bînanî perên reşdalaşan, dirijiya ser neitika kever. [305 cihani_bilican] Vê rewşa wî bera her kesî li ser xwe da radikêşa. [306 cihani_bilican] Simbêlê reşê qeytanî li jêr difina beranî da, te digot qey bi dest kêşane. [307 cihani_bilican] Îsê her tim şal û şepikên Herikiyanî li xwe dikir. [308 cihani_bilican] Kolozê Heyderanî dida serê xwe û şeira Amedê li dorê dialand. [309 cihani_bilican] Rişiyên şeirê dirijiyane ser kosteka demjimêra zîvê kildayî. [310 cihani_bilican] Gava ko xwe tev girêdida, mirovî hijmekar dima, li bejin û bala wî binêre. [311 cihani_bilican] Li seranseri welati da bi sedan kiçên xame bibûne evîndarên Îsê Mîrî. [312 cihani_bilican] Îsê xewa gelek canik û ciwanên nazenîn herimandibû. [313 cihani_bilican] Bi sedan kiçên mîr û mîrekan bibûne evîndarên bejin û bal û rabûn û rûniştin û axiftin û ser û sukumê wî. [314 cihani_bilican] Evîndarên wî li rêka destek û navxoşîkeran peyam li ser peyamê ji wî ra dişandin: [315 cihani_bilican] Bişîne xwazginî! [316 cihani_bilican] Were min ji xwe ra birevîne! [317 cihani_bilican] Xweziya min ji bûka bavê te hatî! [318 cihani_bilican] Xwezî ez bûka bavê te bama! [319 cihani_bilican] Xwezî ez bermaliya mala te bama! [320 cihani_bilican] Lê Îsê li nav wan hemû kiçên bedew û navdar da, bibû evîndarê Xecîcê. [321 cihani_bilican] Xecîc xûşka Emeroki bû. [322 cihani_bilican] Emerok serokê hozeke biçûka Kurdan bû. [323 cihani_bilican] Xecîca xûşka wî kiçeke ne hind bi pesnan bû, û ne jî hind dizêw û nehez bû. [324 cihani_bilican] Kiçeke kina gurover, lê pir jîr û jêhatî û xûnşirîn bû. [325 cihani_bilican] Kiçeke navincî bû. [326 cihani_bilican] Lê birayê wê Emeroki, bibû leka rûyê wê. [327 cihani_bilican] Digotin destê wî bi dewleta dagîrker ra heye. [328 cihani_bilican] Digotin Emerok sîxurê dewletê ye. [329 cihani_bilican] Bi sîxuriyê xwe xudan dike. [330 cihani_bilican] Digotin pêwenda wî û karbidestên dewletê germe. [331 cihani_bilican] Binî va hat û çûya dujmini dike. [332 cihani_bilican] Digotin Emerok li hels û kewt û kiriyar û axiftinên Mîrî wêjaran ji karbedestên dewletê ra dişîne. [333 cihani_bilican] Li ber vê gotegotê, kerbên hemûyan ji Emeroki vedibûn. [334 cihani_bilican] Çi rêz û sengiya Emeroki li nav gel da tunebû. [335 cihani_bilican] Te devê kê vekira, û pirsa Emeroki jê bikira, digotin: [336 cihani_bilican] Hey ewî sîxur! [337 cihani_bilican] Ew binî va arîkariya dujminan dike. [338 cihani_bilican] Wêjarnivîsê dewleta dagîrkere. [339 cihani_bilican] Ji dujmini ra dixebite. [340 cihani_bilican] Hey mala teyê, qet navê wî neyîne lo! [directspeech cihani_bilican] Mirovên ko ji gel û welatê xwe ra dexes û xiniz bin, hêjayî pûşekê jî nînin. [341 cihani_bilican] Mirovên wisan tuf bikê û pişta xwe bidê. [342 cihani_bilican] Ew sîxurê bê nan û xoyê? [343 cihani_bilican] Ewê bedemek?! [344 cihani_bilican] Mîrî ew ji devê dujmini deranî û kire alaka lingên xwe. [directspeech cihani_bilican] Xudê kem mişik her çend xweliyê bikole, he davêje nav çavên xwe. [345 cihani_bilican] Sîxuriya wî jî he bednaviya wî ye. [346 cihani_bilican] Ewê bi sîxuriyê çi bi Mîrî bike? [347 cihani_bilican] Mirovên dexes û xiniz serê wan zêr be jî, qûna wan asinê jengoriye. [348 cihani_bilican] Dexesê gel û xinizê welati, bedemeke bêbinyat e. [349 cihani_bilican] Kesê ko ji gel û welatê xwe ra dexesiyê bike, nemirove. [350 cihani_bilican] Qet hêjayî wê hindê nîne ko mirov li bara wî da biaxive jî. [351 cihani_bilican] Bi kurtî her yekê tiştek li bara wî da, li dijî wî da radigehand. [352 cihani_bilican] Xoşina kesî bi wî ra nedihat. [353 cihani_bilican] Di gel van hemû derdana Îsê jî bibû dilketiyê Xecîcê. [354 cihani_bilican] Li ser Xecîcê dilikî bibû. [355 cihani_bilican] Mîr bi vê hindê hesiyabû. [356 cihani_bilican] Ewî du, sê caran li rêka berdestik û berdevkan jê ra peyam rêkiribû, ka kiça kê dixwaze, em jê ra bişînin xwazginî. [357 cihani_bilican] Lê Îsê di gel wê hindê ko li evîna Xecîcê da disot, her yek ji wan peyamnêrên Mîrî bi gotinekê ji ser serê xwe rêç dikir. [358 cihani_bilican] Ew hê nediwêrî ya xwe û Xecîcê eşkere bike. [359 cihani_bilican] Lê ji mêjve bû, ko mîr li rêka xebergerînên xwe bi evîna wî û Xecîcê hesiyabû. [360 cihani_bilican] Mîrî dixwest pêşdestiyê ji wî bike û navbiriyê bide wî, berî wê hindê ko ji devê wî bixwe ra derkeve, kiçeke dî ji wî ra bixwaze. [361 cihani_bilican] Lê bav û kur bi ya dilên hevdu hesiyabûn. [362 cihani_bilican] Li kutaya kutayê da Îsê gotibû: [363 cihani_bilican] »Bêjin bavo, bila ji mi ra xûşka Emer axayi bixwaze.« [364 cihani_bilican] Gava ko mîrî navê Emeroki bi Emer axayi bihîstibû, keniyabû û gotibû: [365 cihani_bilican] »Hê her tişt li ciyê xwe da, ca bipirsin kanê ji kengê ve ra navê Emeroki bûye Emer axa!? [366 cihani_bilican] Kê ew paşnava daye wî? [367 cihani_bilican] kuro herin bêjin wî kurikî, xoşewîstê min, çavê min, jiyê min, em û Emeroki li hevdu nagirin. [368 cihani_bilican] He ez herim ji te ra xûşka Emeroki bixwazim jî, gel napejirîne. [369 cihani_bilican] Ezê çi bersiva vî gelê nîştimanperwer bidim? [370 cihani_bilican] Qet yekê nebêje Mîr neeferin ji te ra! [371 cihani_bilican] Te çû xwe kire hevalê gelfiroş û sîxurekî dewleta dagîrkeri. [372 cihani_bilican] Herin bêjinê, bila qet devê xwe jî bi wan navane pîs neke. [373 cihani_bilican] Em û ewana qet li hevdu nagirin.« [374 cihani_bilican] Peyamberan peyama peyamhinêri digîhandin peyamgiri. [375 cihani_bilican] Lê ewî herdu pî yên xwe kiribû solikeke teng da û digot, dibe Xecîce, nabe Xecîce. [376 cihani_bilican] Xelk pê dikeniyan û digotin, Îsê dibêje: [377 cihani_bilican] Bila bûk çê be, bila kiça sê be! [378 cihani_bilican] Lê Mîrî digot: [379 cihani_bilican] »Qet vê xeberê ne hildin û ne jî danên. [380 cihani_bilican] Rast e em hemû Kurd in û birayên hevin, lê kar û kiriyarên Emeroki ne kar û kiriyarên Kurdekî xudanşeref û namûs e. [381 cihani_bilican] Dexesiya gel û xiniziya welati ne karê mêran û mirovan e. [382 cihani_bilican] Kiriyarên Emeroki yên qilêrîn ew ji me û komela me qetandiye. [383 cihani_bilican] Ew ne ji me ye.Em û Emerok ne ta û tûş û hevkûfên hevin. [384 cihani_bilican] Eger em Xecîcê bikin bûka xwe, gelê bêje, eva jî mîrê me. [385 cihani_bilican] Me hemûyê çavên hîvî û umêdan kutabû Mîrî, Mîr jî çû bû xizmê welatfiroşekî wekî Emeroki. [386 cihani_bilican] Ca hînga emê li ber çavên gelê xwe bikevin û buhayê me yê bibe du polikên qelp. [387 cihani_bilican] Herwisan ez naxwazim ber û binemaleya xwe jî bilewitînim. [388 cihani_bilican] Pêşiyan gotine; »Xwarza ji xalan e, kurûk ji falan e.« Xwarzayên Emeroki jî dê wekî wî bin. [389 cihani_bilican] Ez naxwazim li binemaleya min da gelxor û welatfiroş rabin. [390 cihani_bilican] Xelkê min biken nifrînname. [391 cihani_bilican] Dê bêjin way lê gor bi gorî, ma kiç tunebûn, ma kulpa kiçan hatibû, te çû xwe kire hevalê Emerokê gelfiroş. [392 cihani_bilican] Ez naxwazim kordûnda bim...« [393 cihani_bilican] Lê gava ko heval û hogirên Îsi li bara kiçikan û zemawend û ciwan û nehezan da diaxiftin û nerasterast bîr û hizrên wî li bara Xecîcê da dipirsîn, Îsê digot: [directspeech cihani_bilican] Ne herê, »ciwan mişene, lê xûnşirîn kit kit hene.« Lê hindek ji hevalên wî li bersivê da digotin: Bahra evînê, ko hate coşê , Nabîne mirov li jêr serpoşê. [394 cihani_bilican] Ew midehek bû, ko Îsê li ber rûyê xwe da nediçû dîwanxanê û li rû Mîrî [395 cihani_bilican] nediket. [396 cihani_bilican] Da ko rojekê, ko dîwanxane vala bibû, Mîrî ji kelênê wec ver [397 cihani_bilican] girtibû û bixwe li ber derê dîwanxanê bi du dengan gazî Îsê kiribû: [398 cihani_bilican] »Îsê!...kurê min ca were dîwanxanê!« [399 cihani_bilican] Îsê ne ji dil û bi neçarî li dû dengê bavê xwe ra çûbû dîwanxanê û li biniya dîwanxanê da serê xwe kiribû ber xwe û rûniştibû. [400 cihani_bilican] Gava ko mîrî li reng û rûyê Îsi nihêrîbû. [401 cihani_bilican] Bi tûretî weha gotibûyê: [402 cihani_bilican] »Kurê min ew çawa xeberin, ko tu li dû xwe dixî? [403 cihani_bilican] Lawo em û Emerokê sîxur li hev nagirin. [404 cihani_bilican] Ava me û wî li coyekê da naçe. [405 cihani_bilican] Giştî gelê Kurdistanê wî gelfiroş û dexesê nekes ewî xinizê welatfiroş dinasin. [406 cihani_bilican] Tu çima me dikî hevalê mirovên gelxor û welatfiroş?! [407 cihani_bilican] Giştî ev welatê pan û berîn li jêr desthelatdariya me da ye. [408 cihani_bilican] Ka ji Xecîcê pêve tu kê dixwazî, ez heme, niha bişînim xwazginî. [409 cihani_bilican] Kurê min, min temenek bi nav û namûs bihorandiye. [410 cihani_bilican] Min li dirêjaya vî temenê xwe da çi caran li dijî pûşika gel û welatê xwe da jî dexesî û xinizî nekiriye. [411 cihani_bilican] Ez her û her li xizmeta gel û welatê xwe da bû me. [412 cihani_bilican] Tu dixwazî li ser Xecokê van hemû xizmetên min, vî navê min yê baş bidî bayê?..« [413 cihani_bilican] Lê hindî Mîrî li ber Îsê xwendibû, Îsê serê xwe ji ber xwe dernexistibû. [414 cihani_bilican] Paşî demeke xurt, ko mîr ji şîretan westiyabû, Îsê bêy bersiv ji dîwanxanê derketibû. [415 cihani_bilican] Îsê jî êdî qert bibû. [416 cihani_bilican] Dema zewaca wî bû. [417 cihani_bilican] Da ko şevekê hawarî ji Mîrî ra anîbûn û gotibûn: [418 cihani_bilican] »Îsê Xecîca xûşika Emeroki revandiye û avîtiye mala kardari.« [419 cihani_bilican] Bi bihîstina vê hawariyê ra, Mîr li ber kerban heftiyekê ketibû nava [420 cihani_bilican] nivînan. [421 cihani_bilican] Li her alî ridênsipî û nojdar û berdevk û berdestk li dora Mîrî berev bibûn. [422 cihani_bilican] Yên li dorê geriyabûn. [423 cihani_bilican] Yên avêş û derman jê ra amade kiribûn. [424 cihani_bilican] Yên jê ra dua xwendibûn. [425 cihani_bilican] Dema ko mîr kûşkê hatibû ser hemdê xwe, ridênsipî û şêvirdaran gotibûnê: [426 cihani_bilican] »Mîr taze kar ji karan derbas bûye. [427 cihani_bilican] Taze tişta ko nedibû biba, bûye. [428 cihani_bilican] Bêhna xwe fire bike! [429 cihani_bilican] kurê teye, karekî pir nebaş jî kiriye, lê dîsan jî he ji gunehên wî bibihore! [430 cihani_bilican] Çavan ji gunehên wî vepoşîne!» [431 cihani_bilican] Mîrî bi tûretî gotibû: [432 cihani_bilican] »Ewî gunehek kire du gunehan. [433 cihani_bilican] Çû Xecoka xûşka Emeroki revand, revand. [434 cihani_bilican] Bila bi qurbanî we be. [435 cihani_bilican] Lê Xecok bire avîte mala kardari. [436 cihani_bilican] Vêca gereke em ridênsipiyan bişînin, bila hem serên xwe ji Emeroki ra xwar bikin, hem jî ustuxwar herin ber derê neyarên me. [437 cihani_bilican] Ez ber xatirê we jê derbas dibim. [438 cihani_bilican] Lê piyên Xecokê li mala min nakeve. [439 cihani_bilican] Herin ji Îsê ra ha li biniya malan, li kolana xangevang da kuloxteykê kirê bikin û milê jinka wî ra bigirin û bavêjin wî kuloxteyî. [440 cihani_bilican] Ez çi caran têkilî vî karî nabim. [441 cihani_bilican] Ez evê jî îro li bal we hemûyê radigehînim. [442 cihani_bilican] Ji îro şûn da, êdî Îsê kurê min nîne. [443 cihani_bilican] Ez ewî ji kurtiya xwe derdixim. [444 cihani_bilican] Ez naxwazim bi gelfiroşekî ra bibim xizim. [445 cihani_bilican] Hûn hemû bibihên û guhdar û gowa bin, ko Îsê êdî kurê min nîne û çi xizminatiya min û Emeroki jî tune ye...« [446 cihani_bilican] Hindî ridênsipî û giregiran xwe avîtibûn ser dest û piyên Mîrî, Mîrî nepejirandibû. [447 cihani_bilican] Çend kes ji ridênsipî û giregiran bi neçarî çûbûn û qelenek dabûne Emeroki û Xecîc jî ji mala kardari siwar kiribûn û bêy dîlan û zemawend hanîbûn, çawa ko mîrî gotibû, li biniya malan da ji wan ra kuloxteyek kirê kiribûn û bûk û zava biribûn, li wî kuloxteyî da êwirandibûn. [448 cihani_bilican] Li dû wê qewimînê ra, Mîrî tewawî giregire û ridênsipiyên xwe berev kiribû û mêvandariyeke giran danîbû. [449 cihani_bilican] Pêş da xelkê we zanîbû, ko mîr dixwaze kewînaşiya kurê xwe bide. [450 cihani_bilican] Lê piştî xwarin û vexwarinê, Mîrî dest bi axiftinê kiribû. [451 cihani_bilican] Ewî li dû qisedaneke dûr û dirêj ra kurê xwe yê biçûk Elî kiribû cîgirê xwe. [452 cihani_bilican] Êdî bi vî cureyî Îsê Mîrî li ser evîna Xecîcê, mîrtiya xwe jî ji dest dabû. [453 cihani_bilican] Hê du, sê salên Xecokê kuta nebibûn, ko mîr nexweş ketibû. [454 cihani_bilican] Mîrî he li yekimîn roja nexweşiya xwe da gazî giregirên welati kiribû û rasipardeya xwe ya seremergê bi wan dabû nivîsandinê û gotibû: [455 cihani_bilican] »Her çawa ko min pêş da jî ragehandiye, kurê minê biçûk Elî cîgirê min e. [456 cihani_bilican] Min Îsê ji kurtiya xwe deraniye.« Hindî giregire û ridênsipiyan lavayî jê kiribûn, Mîrî nepejirandibû. [457 cihani_bilican] Şêvirdar û nojdar lê berev bibûn û derman û avêşên cur be cur jê ra çêkiribûn. [458 cihani_bilican] Lê bêçine bû. [459 cihani_bilican] Mîrî piştî heftiyekê çavên xwe ji vê cîhana derewîn miçandibû û bi dilekî pir bi kul û birîn xatirê xwe ji gel û welati xwestibû. [460 cihani_bilican] Li dû Mîrî ra li ser raspardeya wî ya seremergê, kurê wî yê biçûk Eliyê Mîrî kiribûn mîr û danîbûne dewsa wî. [461 cihani_bilican] Ca li dû mirina Mîrî ra li bara nexweşiya wî da, bi her cureyî diaxiftin. [462 cihani_bilican] Hindekan digotin, Mîr dermanxwarî kirin. [463 cihani_bilican] Hindekan digotin Mîr li ber kerban biecî. [464 cihani_bilican] Hindekan digotin, pêpalê Xeco bû. [465 cihani_bilican] Xeca pêpalreş! [466 cihani_bilican] Hindekan digotin Mîr kefozikî bû. [467 cihani_bilican] Mîrî ew kiriyara Îsê kire dilê xwe û kefogirî bû û da hinavan. [468 cihani_bilican] Li wê bareyê da her yekê gotinek digotin û her yekê ji xwe ra bi curekî dipeyivî. [469 cihani_bilican] Bi kurtî mirina mîrî bû benîştê devê komelê. [470 cihani_bilican] Eliyê Mîrî jî çi ji bav û birayê xwe nedima. [471 cihani_bilican] Mêrekî xudanzaxûn û gelperwer û nîştimanevîn bû. [472 cihani_bilican] Ew xortekî bi dest û pê û gir û beranî bû. [473 cihani_bilican] Li bejin û bala wî û gevdê wî da çi kes li nava êla wan da tunebû. [474 cihani_bilican] Xoşina Eliyê Mîrî pir bi hespan û rav û nêçîr û hewîsanên şeri ra dihat. [475 cihani_bilican] Ew tim û tim li nêçîr û geşt û gerên çiyayi da bû. [476 cihani_bilican] Gava ko ew kirin mîr û danîne dewsa bavê wî, ewî rav û nêçîr danî erdê û li dîwanxana bavê xwe da, li cîhê kal û bavan da rûnişt. [477 cihani_bilican] Lê hê sala Eliyê Mîrî û mîrtiya wî kuta nebibû, ko berbangekê hawarî li wan daket. [478 cihani_bilican] Eliyê Mîrî pêş hemûyê da li Şevrengi siwar bû û li dû hawariyê ra çû û berî hemûyê xwe bi hawariyê ra gîhand. [479 cihani_bilican] Lê bi derd û daxên giran va, ta hawarî bi wî ra gihîşt, rastî termê wî yê bêgiyan hat. [480 cihani_bilican] Li dû kuştina Eliyê Mîrî ra, hê çilê wî kuta nebibû, ko rojekê siwarekî dewletê hate bajarokê wan û belavoka dîwanî bi vê naverokê belaw kir: [481 cihani_bilican] »Gelî hevwelatiyên hêja! [482 cihani_bilican] Pêdiviye ko hûn hemû bizanibin û agadar bin, ko ji îro şûn da Emer axa mîrê navçêye. [483 cihani_bilican] Li ser fermana dewleta navendî, debê ko hûn hemû mîrtiya Emer axayi bêy firk û pêş bipejirînin. [484 cihani_bilican] Her kesê ko dijî vê fermanê be, dê neyarê dewletê bête hejmartin û wekî dujminekî di gel bête reftar kirinê. [485 cihani_bilican] Ji bona pêşketin û serferaziya dewleta navendî destên xwe bidin destên Emer axayi. [486 cihani_bilican] Serefraz û serketî be dewleta navendî!« [487 cihani_bilican] Destîne: [488 cihani_bilican] Kardarê dewletê Oxoz Beg [489 cihani_bilican] Di gel belawbûna vê belavokê, komelê weke deriyayeke tûre li ser hev û ber hev ra pêl veda. [490 cihani_bilican] Hatin û çûn û berevî li nîveka ridênsipî û giregirên êlê da dest pê bû. [491 cihani_bilican] Ridênsipiyan ro dikirin û dipîvan. [492 cihani_bilican] Ta ko rêyekê li dijî vê fermana dewletê ra peyda bikin. [493 cihani_bilican] Lê her yekê tiştek digotin û yekê bi ya yê dî nedikir. [494 cihani_bilican] Çendîn caran berevî û şêvir danîn, lê negehîştin çi akamê. [495 cihani_bilican] Hemû carê bereviya wan bi şer û hingame jêk diweşiya. [496 cihani_bilican] Ew çend sal bû, ko hema wisan bê serwêr û rêber mabûn. [497 cihani_bilican] Emeroki jî hêdî hêdî ciyê piyên xwe vedikir. [498 cihani_bilican] Li dû mirina mîrî ra li rex mala xwe serayek baş kirê kiribû û mala zavayê xwe jî biribû û li rex mala xwe di wê serayê da cîwar kiribû. [499 cihani_bilican] Her di wê demê da bû, ko dîsan hawarî li êla Silîv begi daket, ko dujminan havîtine ser talanan. [500 cihani_bilican] De êla bê serwêr bû. [501 cihani_bilican] Ta yekê got kurt û yê dî got dirêj û ta berevî ser hev bûn û li dû hawariyê ra çûn, çi tişt nedîtin. [502 cihani_bilican] Neyaran mala Mîrî dane ber kevirê reş û pûşikek jî ji mala Mîrî ra nehêlan. [503 cihani_bilican] Mala Mîrî kete tengî û talî û nedariyeke sext û dijwar da. [504 cihani_bilican] Li dû ra Emerok jî bi destê dewletê li ser textê mîrtiya Silîv Begi rûnişt û bû hemûkareyê gel û welati. [505 cihani_bilican] Ew komela ko xwe li ber mala Mîrî da ser jê dikirin jî, berebere li dora Emeroki, ko niha êdî bûye Emer axa , berev bûn. [506 cihani_bilican] Ew komela ko amade bûn, xwe li ser mala Mîrî û Eliyê Mîrî bidin kuştinê, ji dor mala Mîrî belaw bûn û berebere li dor Emer axayi berev bûn. [507 cihani_bilican] Ca roj bi rojê li hêz û desthelatdariya Emer axayi zêde û zêdetir dibû. [508 cihani_bilican] Gava ko dengê axatiya Emer axayi û bi taybetî berevbûna êlê li dora wî belawî cîhanê bû, Sûsê nanpêja mala Mîrî xwe dabû ber derê kolika xwe û weha gotibû: [509 cihani_bilican] Her ko kize, mêşan li wir vizeviz e. [510 cihani_bilican] Her li ser vê gotinê paşî hefteyekê mala wê ji bajaroki dane barkirinê. [511 cihani_bilican] Emer axa jî ji bo wê hindê ko devê çîrdirêjan girê bide, Îsê Mîrî kiribû berdevk û şêvirdarê xwe. [512 cihani_bilican] Ca li nav xelkê da dida belaw kirinê, ko Axa bêy zavayê xwe avê jî venaxo. [513 cihani_bilican] Îsê Mîrî jî hevparê axatiya Emer axayî ye. [514 cihani_bilican] Xeca jina Îsê, xûşka axayi jî, bibû serdara hemû jinan. cihani_bilican] [515 cihani_bilican] Şev li nîviyê derbas bûye. [516 cihani_bilican] Du par çûye, parek maye. [517 cihani_bilican] Lê hê jî xew neketiye çavên Silêmanî da. [518 cihani_bilican] Silêman biriyara xwe girtiye. [519 cihani_bilican] Hêdîka ji nav nivînan derket. [520 cihani_bilican] Cil û bergên xwe li ber kir. [521 cihani_bilican] Kolozê xwe da serê xwe. [522 cihani_bilican] Şeir û rişî li dora kulozi aland. [523 cihani_bilican] Dolaqên xwe ko roja pêş da amade kiribû, li bin baligiyê xwe derêxist û li lingên xwe pêça. [524 cihani_bilican] Çarixên xwe kire piyên xwe. [525 cihani_bilican] Paşê xwar bû, hema wisan li tariyê da bendçarixên xwe bi ser û ber, gircî girêda û li dora paniyên xwe ra bir û anî û li pişt paniyên xwe da bi tew şidand û rabû ser xwe. [526 cihani_bilican] Li dû ra şûtika xwe li pişta xwe aland. [527 cihani_bilican] Xencera xwe ya tetikzîv li ber şûtika xwe ra kir. [528 cihani_bilican] Tîr û kewanê xwe, ko darda kiribû hilanî. [529 cihani_bilican] Kewanê xwe avîte milê xwe yê rastê. [530 cihani_bilican] Tîrdanka xwe, avîte ser milê xwe yê çepê. [531 cihani_bilican] Gurzê xwe da bin kewşê xwe. [532 cihani_bilican] Hebana nanê xwe li pişta xwe girêda. [533 cihani_bilican] Hêdî û hemmet derik vekir û li deriki ra derkete derê. [534 cihani_bilican] Li ber deriki rawesta û li dor û berên xwe û li hewale nihêrî. [535 cihani_bilican] Hewa ewirayî bû. [536 cihani_bilican] Nîveka esmani qelişîbû. [537 cihani_bilican] Lê ewir weke deriyayeke pirpêl li ser hev û ber hev ra dihatin û diçûn. [538 cihani_bilican] Rê ket. [539 cihani_bilican] Li ber derê hewşê pişt xwe ra nihêrî. [540 cihani_bilican] Bi hijmekarî li der û banan mêze kir. [541 cihani_bilican] Destê wî ji mala kal û bavan nedibû. [542 cihani_bilican] Lê nikarî li bin lome û seteman da bima. [543 cihani_bilican] Gelek caran ji devê zarokan bihîstibû: [544 cihani_bilican] »Ewî bêxîret, nikare tola bavê xwe jî veke. [545 cihani_bilican] Mirovên bêxîret bêbawer û dilreş in. [546 cihani_bilican] Yezdan mirovên ko bona xweşî û hisyaneweya xwe ji xûna kal û bav û bira û kes û karên xwe, ko li rêka av û axê da hatibin gorîkirinê, derbas bibin, nabexşîne. [547 cihani_bilican] Her kesê ko li xûneke weha derbas bibe, xêrê bike jî, wayê nabîne. [548 cihani_bilican] Ewan bona xweşî û hisyaneweya xwe xûna mêrekî bînanî Eliyê Mîrî danîn bin piyên xwe. [549 cihani_bilican] Xûna wî mêrî pêpes kirin...« [550 cihani_bilican] Bi van bîr û hizrane va ji devê hewşê ra derket û li dor û berên xwe nihêrî û li rê ket. [551 cihani_bilican] Bi guj ber bi dervayî bajaroki lezand. [552 cihani_bilican] Naweyeke wisan nedabû bajaroki, ko seh kir tiştek, yan kesek li dû ra tê. [553 cihani_bilican] Li pişt xwe ra mêze kir. [554 cihani_bilican] Reşek dît. [555 cihani_bilican] Gava ko baş nihêrî, nasî. [556 cihani_bilican] Qafreş bû. [557 cihani_bilican] Qafreşi seyê wî yê nêçîrê, dabû dû wî. [558 cihani_bilican] Lê zivirî û hay lê kir. [559 cihani_bilican] Lê dilê segi yê zivirînê tunebû. [560 cihani_bilican] Dûlka xwe hejand û xwe avîte ber piyên wî. [561 cihani_bilican] Te digot qey seg pê ra hatiye zimani û bi zimanê bêzimanan pê ra xeber dide û dibêjê were neçe! [562 cihani_bilican] Silêman were ji vê oxirê bizivire! [563 cihani_bilican] Segi dûlka xwe dihejand û xwe davîte nav lingên wî û vî alî, wî alî dorê ra dihat û diçû û xwe li ber da diqelizand. [564 cihani_bilican] Li dorê ra bibû turik. [565 cihani_bilican] Te digot qey li ber digere. [566 cihani_bilican] Lavayiyan lê dike. [567 cihani_bilican] Lê dipare. [568 cihani_bilican] Bi kûstekûst xwe davîte ber lingên wî. [569 cihani_bilican] Silêmanî dîsan lê hilat û paydosî dayê. [570 cihani_bilican] Lê hê li ber çavên segi ra nedihatin. [571 cihani_bilican] Hindî Silêmanî hay lê dikir û berdidayê, hind diçû ewî xwe diqelizand û xwe davîte li ber piyên wî. [572 cihani_bilican] Silêman neçar ma, ne ji dil, hêdîka gurzek rakişandê. [573 cihani_bilican] Bû kûstekûsta wî. [574 cihani_bilican] Lê neçû. [575 cihani_bilican] Silêmanî vê carê dîsan gurzekî dinê jî daniyê. [576 cihani_bilican] Li vê demê da, li nav bajaroki dengek li ber guçkên Silêmanî ket. [577 cihani_bilican] Li dû ra bû hêvirza san. [578 cihani_bilican] Qafreş ji bal wî zivirî û ber bi wê hêvirzê çû. [579 cihani_bilican] Silêmanî li derfendê wec vergirt û bi lez xwe li nepenî da wenda kir û ber bi rexê çemi şûlikî. [580 cihani_bilican] Hê negihîştibû rex çemi, ko ew pirtîka esmanê sayî, ko li nîveka deriyaya ewiran ra dihate xûyanê, ew jî kete jêr desthelatdariya ewiran û hewa lap tarî bû. [581 cihani_bilican] Dema ko Silêman taze ji hundur derketibû, baş li ber piyên xwe nedidît. [582 cihani_bilican] Gava ko bi rê va diçû, repetepeke neweke hev ji binê piyên wî di-hat. [583 cihani_bilican] Lê berebere piyên wî fêre bûn û çavên wî hîmî tariyê bûn. [584 cihani_bilican] Êdî dev û dorên xwe baş didîtin. [585 cihani_bilican] Rojên seretaya buharê bûn. [586 cihani_bilican] Belekî taze diketin pêsîra çiyayên beroji. [587 cihani_bilican] Avên belekiyan tevî hev bibûn û ew çemê ko li rex bajaroki ra derbas dibû, rabibû. [588 cihani_bilican] Çem li hev ketibû. [589 cihani_bilican] Ta ko Silêmanî nêzîkî bi çemi kir jî, dengê hêvirza kûçikan her wisan berdewam bû. [590 cihani_bilican] Lê gava ko gihîşte rex çemi, ji hurmehurma çemi pêve nikarî çi dengên dî bibihîsta. [591 cihani_bilican] Gereke ji çemi derbas biba. [592 cihani_bilican] Lê çem bibû xûn. [593 cihani_bilican] Li wê şevereşê da nikarî xwe li çemi bi-da. [594 cihani_bilican] Hêdî û hemmet ber bi pêpirîka bajaroki çû. [595 cihani_bilican] Kaniya bajarokê wan wî alî çemi bû. [596 cihani_bilican] Xelkê bajaroki deh, panzde kevirên mezin, her yek hindî cendekê gamêşekî, rêz bi naweya gavekê dûr ji hev, li nava avê da edilandibûn. [597 cihani_bilican] Ew pira bajarokiyan bû. [598 cihani_bilican] Qîz û bûkan gava ko ava vexwarinê ji kaniyê dihanîn, li ser wê pêpirîkê ra derbas dibûn. [599 cihani_bilican] Çîmenê biniya pêpirîkê jî bibû komelgeha genc û lawên bajaroki, yên ko taze xwe nas dikirin. [600 cihani_bilican] Xortên bajaroki li dema bêkariyê da, li wî çîmenî da berev dibûn û bi berhaneya leyztinê çavên xwe li qîzên bajaroki yên xame digerandin. [601 cihani_bilican] Qîzên bajaroki jî gava ko diçûne ava kaniyê, xwe dixemilandin. [602 cihani_bilican] Bi gotina pîrejinan wan xwe tîtopîto dikirin û diçûn ser kaniyê. [603 cihani_bilican] Fîstanên xwe yên here ciwan li xwe dikirin. [604 cihani_bilican] Xavikên xwe yên herî xweşik û bi gulî û gulîfank û qotik û qontaz û yên rengrengî didane serên xwe. cihani_bilican] [605 cihani_bilican] Îca gava ko ji kaniyê dizivirîn, cerên avê didane ser milên xwe û bi naz û meş ber bi çemi dihatin û li ser pêpirîkê ra derbas dibûn. [606 cihani_bilican] Ya rastî hema mirovî dikarî bigota, ko pêpirîk bibû ezmûngeh. [607 cihani_bilican] Lewranê eger kêmasiyek endamên kiçikan heba, gava ko li ser pêpirîkê ra derbas dibûn, dê diyar bikira. [608 cihani_bilican] Eger piyên kiçikekê xewşdar ba, yan kêmasiyek dî li endamên wê da heba, nikarî baş li ser pêpirîkê ra derbas biba. [609 cihani_bilican] Yan jî eger kiçek hûşthûştokî ba, dîsan gava ko li ser pêpirîkê ra derbas dibû, diyar dikir. [610 cihani_bilican] Gelek gencên bajaroki he li ser rêka kaniyê di gel kiçikan nasiyar dibûn. [611 cihani_bilican] Çîmenê li rex pêpirîkê bibû meydana leyza lawan. [612 cihani_bilican] Genc û law û zaroyan hemû rojan, bayê êvarê, ko dema bêkariyê bû, li wî çîmenî da dileystin. [613 cihani_bilican] Leyzên weke holanê, qalanê, darçîtan, qilçanê, topşeqanê, biranê û bi dehan leyzên dî. [614 cihani_bilican] Lê leyza ji hemûyê giringtir, ko gelek caran mêran jî ew leyza dikirin, guleşanê bû. [615 cihani_bilican] Heftiyê rojekê ew çîmena dibû meydana guleşanê. [616 cihani_bilican] Gencên giheştî li meydanê da kom dibûn û carê yek ji wan dihate meydanê û xenîmê meydanê dixwest. [617 cihani_bilican] Gencan li wê meydanê da guja leşê xwe nîşanî hevdu didan. [618 cihani_bilican] Silêman jî eva çend sale, ko ketiye nav koma guleşgiran da. [619 cihani_bilican] Silêman giheştibû rex pêpirîkê. [620 cihani_bilican] Ew rojên ko wî li vê meydanê da guleşanê digirt û giştî nîşteciyên bajaroki bi jin, zar, kal, pîr, qîz û bûkên bajaroki va derdiketin temaşê, anî bîra xwe. [621 cihani_bilican] Ew rojên ko Silêmanî xenîmên xwe li erdê didan û li vê leyzê da derdiket. [622 cihani_bilican] Ew xweşî û gulşayiya bajarokiyan, hemû li ber çavên Silêmanî ra derbas bûn û Silêmanî bo demeke kurt her tişt ji bîr kir. [623 cihani_bilican] Lê hurşehurşa ava çemi, ko bi guj li kevirên pêpirîkê diket û li ser ra davît, hevo û firêtên bîr û hizrên Silêmanî pizirand. [624 cihani_bilican] Bera wî kete pêpirîkê. [625 cihani_bilican] Avê li ser pêpirîkê ra avêtibû. [626 cihani_bilican] Hurşehurşa avê bû, ko wekî dînan serê xwe vî alî, wî alî li kevir û kendalan dida û bi hawar û gazî rêya xwe vedikir û pêş da diçû. [627 cihani_bilican] Tenê serê kevirekî ji kevirên pêpirîkê dihate xûyanê, ko pêlên avê carê carekê lê didan û ew jî wunda dikirin. [628 cihani_bilican] Silêmanî xwe ji xwe ra got: [629 cihani_bilican] »Çi nake ezê herim li ser pirê ra derbas bibim. [630 cihani_bilican] Rêya min hindekî dûr dikeve, lê çi nake.« [631 cihani_bilican] Silêman kete rex çemi û hevraz ber bi pirê çû. [632 cihani_bilican] Bajarokiyan hemû salê derbuharê, gava ko ava çemi radibû û pêpirîk li jêr avê da dima, du dar li rex hevdu da dadinîne ser kendalê fêza pêpirîkê û dikirin pire. [633 cihani_bilican] Xelk li ser wan herdu darane ra derbasî wî alî çemi dibûn. [634 cihani_bilican] Ta ko çemi didanî, dîsan ew herdu dar radikirin û dibirin. [635 cihani_bilican] Zaroyên bajaroki ji wê pirê ra digotin; pira darîn. [636 cihani_bilican] Silêmanî xwe gîhande pira darîn û piyên xwe bi hemmet danî ser daran û li ser ra derbas bû. [637 cihani_bilican] Dar li bin piyên wî da dihejikîn. [638 cihani_bilican] Gava ko li çemi bihorî, berê wî kete girê pêşberî malan. [639 cihani_bilican] Di bêhnekê da li ser hevrazê giriki ket. [640 cihani_bilican] Gava ko gihîşte serê giriki, bêhemdê xwe zivirî, li bajaroki û li derbanan nihêrî. [641 cihani_bilican] Bajarok bînanî termekî giran li bin reşatiya şevê da veleziyabû. [642 cihani_bilican] Bi zorê karî li tariyê da reşê derbanên mala xwe û mala apê Îsi binase. [643 cihani_bilican] Bixwe jî nizanî çima nikare çavên xwe ji wan cotên derbanan hilîne. [644 cihani_bilican] Demekê mat ma. [645 cihani_bilican] Hema wisan li tariyê da li derbanan nihêrî. [646 cihani_bilican] Paşê bêhemdê xwe li pişt giriki da qulubî. [647 cihani_bilican] Dema ko li pişt giriki da diqulibî, dîsan hêvirze kete nava seyên bajaroki. [648 cihani_bilican] Bû zûrezûra wan. [649 cihani_bilican] Te digot qey tiştek li bajaroki qewimiye. [650 cihani_bilican] Dilê Silêmanî gelekî dixwest, ko bizivire, li bajaroki mêze bike û hegera wê hêvirzê bizanibe. [651 cihani_bilican] Lê, berjêr li ser newalê da şûlikî. [652 cihani_bilican] Li ser du, sê belekiyan ra derbas bû. [653 cihani_bilican] Berf nerm û tenik bibû. [654 cihani_bilican] Xişêna berfê bû, ko li ber piyên wî dişiqitî. [655 cihani_bilican] Hê rêyeke wisan neçûbû, ewir û esmanên ko pêş da berevî ser hev bibûn, tarîtir bûn. [656 cihani_bilican] Nermebayekî hênik vizandê û yekimîn berjenga baranê gepka rûmetê Silêmanî ramûsî. [657 cihani_bilican] Silêman ew çiya û gelî û newalane hemû bînanî kefa destê xwe nas dikir. [658 cihani_bilican] Lê cîhan wisan reş û tarî bibû, ko mirovî nikarî baş li ber piyên xwe bidîta. [659 cihani_bilican] Demekê rawesta û li dor û berên xwe mêze kir. [660 cihani_bilican] Baranê dest pê kiribû. [661 cihani_bilican] Bi guj dibarî. [662 cihani_bilican] Nişkava hate bîra wî, ko li binê newalê, aliyê rastê, kûleyek heye. [663 cihani_bilican] Dibêjine vê kûlê, kolika Mîrzo Kizo. [664 cihani_bilican] Ber bi kûlê zivirî. [665 cihani_bilican] Barana guj, gujtir bibû. [666 cihani_bilican] Silêman bi taw kete ser berjêri û xwe li ber devê kûlê ra gîhand. [667 cihani_bilican] Baran bînanî lûlka lûlehengan dibarî. [668 cihani_bilican] Te digot qey pîrefelekê kûzkê ava xwe serberjêr kiriye. [669 cihani_bilican] Gava ko giheşte ber derê kûlê, tirpetirpa dilê wî bû. [670 cihani_bilican] Hewa hind reş û tarî bû, te digot qey dewsa avê qîra reş dibare. [671 cihani_bilican] Erd û esman bi hev va hatibûn dirûnê. [672 cihani_bilican] Li ber derê kûlê rawesta û li dilê xwe da got: [673 cihani_bilican] »Eva jî kolika Mîrzo Kizoyi.« [674 cihani_bilican] Gava ko navê kolikê û navê Mîrzo Kizoyi anî, sawê ew girt. [675 cihani_bilican] Tirsê wekî kundekî kor penc li dilê wî da çikand. [676 cihani_bilican] Hema wisan li ber derê kûlê ma. [677 cihani_bilican] Nediwêrî daketa hundurê kûlê. [678 cihani_bilican] Ev kûla, cîhê kotiyan bû. [679 cihani_bilican] Silêman li ber derê kûlê rawesta û kûr ponijî: [680 cihani_bilican] Erê, kotîbûn! [681 cihani_bilican] Nexoşiya kotîbûnê bila nekeve nava çi mal û binemal û gel û welatekî da. [682 cihani_bilican] Nexoşiya kotîbûnê nexoşiyek pir pîs bû. [683 cihani_bilican] Rast e niha hindekî rehbiriyayî bûye, lê hê jî li nav hindek mal û binemal û hoz û gelan da maye... [684 cihani_bilican] Nexweşiya kotîbûnê nexweşiyeke vegir bû. [685 cihani_bilican] Eger li bajarekî, yan li gundekî, yan li malekê da yek kotî biba, li maweyeke kurt da nexweşî ya xwe berdida yên dî jî. [686 cihani_bilican] Ca giştî xelkên wê malê, yan wî gundî û bajarî kotî dibûn. [687 cihani_bilican] Hemûyê pirzikên zer derdixistin û ava zer ji wan diza. [688 cihani_bilican] Gava ko yek li navça wan da, ba lê bigeriya, kotî biba û çi derman jê ra peyda nekirana, neçar diman, ew nexweşa dihanîn, davîtin nava vê kûlê da, ta ko nexweşiya xwe bernede yên dî jî. [689 cihani_bilican] Vêca dan bi dan xwereka wî nexweşî dihanîn û didanîn ber derê kûlê û paş da dizivirîn. [690 cihani_bilican] Paşê ew nexweşa dihat û xwereka xwe dibir. [691 cihani_bilican] Eger havîn ba, mêş û moz li ser birînên wan nexweşana berev dibûn û li maweyeke kurt da, kurmî dibûn û zindî zindî ker ji leşê wan diketin. [692 cihani_bilican] Gelek ji wan nexweşan du, sê mehan zêdetir tab nedihanîn û li binê kûlê da yan li ber tundbûna nexweşiyê, yan jî li ber kerb û bêhedûriyê dibiecîn û dimirin. [693 cihani_bilican] Û paşê gundî û hevhêsiyan paç û pîne li ser û guhên xwe dialandin û berdevk didane ber devên xwe û bi bêr û mer û tevir û paçan cenazê kurmîbûyî ji kûlê derdixistin û dibirin çal dikirin û dihatin. [694 cihani_bilican] Nexweşiya kotîbûnê nexweşiyeke pir pîs e. [695 cihani_bilican] He li ber wê hindêye ko pêşiyan şerên xwe bi xwetiyê jî wekendine vê nexweşiyê û gotine: »Şerê xwe bi xwetiyê, rîşa kotîbûnê ye.« [696 cihani_bilican] Nexweşên weha li wê navçê da gelek bûn. [697 cihani_bilican] Yek ji wan jî Mîrzo Kizo bû. [698 cihani_bilican] Mîrzo Kizo kotî bibû. [699 cihani_bilican] Çunkû çi derman ji nexweşiya wî ra peyda nebibû, xizm û kesên wî neçar mabûn ew hanîbûn avîtibûn vê kûlê da. [700 cihani_bilican] Berewajî hemû nexweşan Mîrzo Kizo çend salan li vê kûlê da mabû. [701 cihani_bilican] Paşê lap qenc bibû û zivirîbû mala xwe. [702 cihani_bilican] Hîngava navê vê kûlê kiribûn kolika Mîrzo Kizoyi. [703 cihani_bilican] Mîrzo Kizo li binê kûlê da ji xwe ra bi keviran kolikeke biçûk çêkiribû. [704 cihani_bilican] Pê pûş û pelaşan ji xwe ra doşikek serast kiribû, ko şev û roj li ser wê radiza. [705 cihani_bilican] Digotin, Mîrzo Kizo hema wisan xorayî qenc nebibû ku. [706 cihani_bilican] Ew li şevên buharê, li ber hîveronan derdikete derva û pincarên cur be cur berev dikir û hem ew pincarane dixwar, hem jî didanî ser birînên xwe. [707 cihani_bilican] Digotin hema ev pincaran bûn heger, ko Mîrzo Kizo ji derdê kotîbûnê rizgar bibe. [708 cihani_bilican] Silêmanî li ber lêva xwe da got: [709 cihani_bilican] »A, ji derdê kotîbûnê ra jî derman peyda bûye, lê ji xiniziya me ra hê na...« [710 cihani_bilican] Li nava van bîr û hizrane da sawê ew girtinbû. [711 cihani_bilican] Dilê wî bi tundî lêdida. [712 cihani_bilican] Tirpetirpa dilê xwe dibihîst. [713 cihani_bilican] Her çend ko ew xortekî biwêr û dilêr bû, lê gava ko navê kotîbûnê û serhatiya kotiyan hate bîrê, lerzê ew girt û newêrî dakeve hundurê kûlê. [714 cihani_bilican] Lê baranê ew pir şepirze kiribû. [715 cihani_bilican] Şureşura avê bû, ko ji bejna wî dikişiya. [716 cihani_bilican] Xwe ji xwe ra got: [717 cihani_bilican] »Teeş! [718 cihani_bilican] Min çi ra Qafreş bi xwe ra neanî. [719 cihani_bilican] Xwazî min Qafreş bi xwe ra bianiya. [720 cihani_bilican] Bêzimani bixwe dixwest bi min ra bê, lê min para berdayê...« [721 cihani_bilican] Kûle hind dûrî bajaroki nibû. [722 cihani_bilican] Wakî hindî hêz û tawa wî hebû, bikira gazî, hema du, sê dengan gazî Qafreşi bikira, Qafreşê li peyê dengê wî ra bihata. [723 cihani_bilican] Lê wakî gazî bike û dengê wî li ber guçkên apê wî bikeve, çi? [724 cihani_bilican] Hînga apê wî yê komek şopgerîn hilde û şopa wî bigerine û li dû ra bê û ewî peyda bike û bigre, bibe. [725 cihani_bilican] Êdî ewê li nav gel û welati da bibe polekî bi pênc peran. [726 cihani_bilican] Li nav van hizrana da cûm bibû. [727 cihani_bilican] Lê dîsan xwe ji xwe ra got: [728 cihani_bilican] »Eger li dû dengê mi ra bên jî, nikarin li vê şevereşa birqetav da, min peyda bikin.« [729 cihani_bilican] Dil û cergê xwe kire pola û xwe da ser berê li ser devê kûlê û bi du, sê dengan hindî hêza wî hebû, gazî Qafreşi kir. [730 cihani_bilican] Baran jî hema wisan dibarî. [731 cihani_bilican] Cilkên wî lap ter bibûn. [732 cihani_bilican] Lê dîsan jî nediwêrî biçûya hundurê kûlê. [733 cihani_bilican] Li ber derê kûlê xwe da ber pesêva kevirekî û çavnihêrî Qafreşi ma. [734 cihani_bilican] Li wê demê da, bû pirîna firindeyekê û li ber çavên wî ra firî. [735 cihani_bilican] Serê baskê firindê hemmanê li difina wî ket. [736 cihani_bilican] Diqewime ko baskê firindê li difina wî neketibe jî, lê ewî wisan seh kir. [737 cihani_bilican] Careke dî jî hindî hêza wî hebû, gazî Qafreşi kir. [738 cihani_bilican] Hê dengê wî li gewiriyê da bû, ko kûstekûsta Qafreşi li serê girê nîveka xwe û bajaroki da bihîst. [739 cihani_bilican] Bi dengê Qafreşi ra giyan kete ber bedena Silêmanî. [740 cihani_bilican] Hêdîka, li nava dev û lêvan da, du, sê dangên dî jî gazî Qafreşi kir. [741 cihani_bilican] Qafreş bi şelpetelp hat û li ber wî rawesta. [742 cihani_bilican] Qafreş serdanpê li avê da cûm bibû. [743 cihani_bilican] Diyar bû, ko xwe li çemi daye û baranê jî ser da lêkiriye. [744 cihani_bilican] Gava ko gihîşte Silêmanî û çav bi Silêmanî ket, kire kûstîn û dêla xwe hejand û xwe bijbijand. [745 cihani_bilican] Ava leşê Qafreşi tevî ava baranê bû û peşkiya ser çavên Silêmanî. [746 cihani_bilican] Bi hebûna Qafreşi ra, te digot qey Silêman bûye xudan û serokê leşkerekî girane çekdar. [747 cihani_bilican] Bê tirs û saw li ber baranê, dakete kûlê. [748 cihani_bilican] Hundurê kûlê hişk û zuha bû. [749 cihani_bilican] Pala xwe da dîwarê kûlê. [750 cihani_bilican] Bêhna xweliya hişk û pûş û pelaşên rizî ji hundurê kûlê dihat. [751 cihani_bilican] Dîwarê kûlê tevizî bû. [752 cihani_bilican] Li Silêmanî sar bû. [753 cihani_bilican] Xwe li ber dîwarê kûlê hindekî wêda da. [754 cihani_bilican] Şurîna avê bû, ji ser û kincên wî dikişiya ser kevirê nava kûlê. [755 cihani_bilican] Hundurê kûlê wekî dojeheke sar, tarî û tevizî bû. [756 cihani_bilican] Silêman demekê hema wisan li nava kûlê da rawesta. [757 cihani_bilican] Nizanî yê çi bike. [758 cihani_bilican] Derva baran bi guj dibarî. [759 cihani_bilican] Bi pêxişik ji hundurê kûlê ber bi devê wê çû. [760 cihani_bilican] Li ber devê kûlê kûşkê serê xwe derxiste derva û li baranê nihêrî. cihani_bilican] [761 cihani_bilican] Şingîna baranê bû. [762 cihani_bilican] Derva hê ji hundur jî tarîtir bû. [763 cihani_bilican] Baranê weke tayên reş, erd û esman bi hev va dirûbû. [764 cihani_bilican] Cîhan bibû deryayeke reşe tarî. [765 cihani_bilican] Dilê Silêmanî dişewitî. [766 cihani_bilican] Dixwest xwe ra rûnê û di gel ewir û esmanan rondikan bibarîne. [767 cihani_bilican] Lê quretiyê ew rêka nedida wî. [768 cihani_bilican] Ji xwe, ji mêraniya xwe, ji navê xwe şerm dikir. [769 cihani_bilican] Rast bû ko ew gencekî tazegiheştî bû. [770 cihani_bilican] Lê ta roja îro kesî pişta wî danenîbû erdê. [771 cihani_bilican] Ev e demanê çend salan e ko ne tenê genc û lawên hevtemenên wî, belkû mêrên qert jî, kesî ji xwe ra nedidît, di gel wî milmilanê bike. [772 cihani_bilican] Ca mêrekî wisan, xortekî wisan, çawa dikare ji ber serhatî û qewimînên cur be cure cîhana xapxapok bigriya. [773 cihani_bilican] Lê dîsan jî dilê wî dişewitî. [774 cihani_bilican] Dixwest rûnê û têr bi dil û can rondikan bibarîne. [775 cihani_bilican] Teratiya cilikan da leşê wî. [776 cihani_bilican] Sermayê lê kar kir. [777 cihani_bilican] Dilê wî dixwest, ko leşê xwe bide ber agirekî gur û xwe têr germ bike. [778 cihani_bilican] Lê li wê şevereşa birqetav da, yê ardû li kêderê bihaniya. [779 cihani_bilican] Heste û kevirhestên wî li kûrika wî da bûn. [780 cihani_bilican] Destê wî bêhemdê wî kete ser tetika xencerê. [781 cihani_bilican] Xencera tetikzîv li ber piştê ra bû. [782 cihani_bilican] Gelek caran gava ko diçû geliyi nêçîrê, bi vê xencera xwe gwînî diçinî. [783 cihani_bilican] Her çend ko dizanî, derva bûye deriyayeke avê, lê dîsan jî bi van bîreweriyana ra, bi hîviya peydakirina ardû û hilkirina agirekî germ bi pêxişik ji kûlê derket. [784 cihani_bilican] Derva hê ji hunduri jî tarîtir bû. [785 cihani_bilican] Ber piyên xwe nedidît. [786 cihani_bilican] Xwe bi dîwarê kûlê va girt û kûşkê pêş da çû. [787 cihani_bilican] Li ber derê kûlê lingê wî li tiştekeasê bû. [788 cihani_bilican] Li ser da likumî. [789 cihani_bilican] Hindik mabû deverû li erdê biketa. [790 cihani_bilican] Lê xwe girt. [791 cihani_bilican] Dîsan bi hemmet lingê xwe li wî tiştî da. [792 cihani_bilican] Dirikên gwîniyî li lingê wî ra çûn. [793 cihani_bilican] Gwînîreşeyekî mezinî bi reh û rîşal li ber derê kûlê li pesêva layê beroji da tûr vedabû. [794 cihani_bilican] Bi peydakirina gwîniyî ra şa bû. [795 cihani_bilican] Pê piyên xwe gwînî serobin kir. [796 cihani_bilican] Dest avîte xencera xwe û xencer ji kalani kişand. [797 cihani_bilican] Pê piyên xwe rexekî gwîniyî bi hemmet bilind kir û li ser da qet kir. [798 cihani_bilican] Hêdîka li ser gwîniyî da xwar bû. [799 cihani_bilican] Destê xwe yê çepê hêdî lepand û rîşala gwîniyî peyda kir û devê xencerê li gewriya gwîniyî hesikand. [800 cihani_bilican] Piştî demekê gwînî li bini da birî. [801 cihani_bilican] Ta ko gwînî birî, du, sê dirikên gwîniyî li pişta destê wî ra çûn. [802 cihani_bilican] Li tariyê da destê xwe kire devê xwe û bi zimanê xwe li dirikên ko li pişta destê wî ra çûbûn, geriya. [803 cihani_bilican] Dirik bi zimanê xwe peyda kir û bi didanên xwe ew yeko yeko ji pişta destê xwe deranî û danî ser zimanê xwe û tufî erdê kir. [804 cihani_bilican] Paşê hema wisan gwînî danî erdê û xencera xwe dîsan li kalanê wê da cî kir û li dû ra pê kefa destê xwe yê çepê pişta destê xwe yê rastê mizda. [805 cihani_bilican] Dewsa dirikan şewitî. [806 cihani_bilican] Silêmanî li ber derê kûlê du, sê caran bi taw gwînî dakuta. [807 cihani_bilican] Paşê gwînî hilda û bi pêxişik dakete nav devê kûlê û gwînî li nîveka devê kûlê da danî erdê û ew pêpes kir û li ser hev da civand. [808 cihani_bilican] Lê gwînî gelekî ter bibû. [809 cihani_bilican] Av jê dinuqutî. [810 cihani_bilican] Tiştek kete bîra Silêmanî. [811 cihani_bilican] Silêman bi pêxişik hêdî hêdî ber bi binê kûlê şiqitî. [812 cihani_bilican] Xwe bi dîwarê kûlê va girt û destê xwe lepand. [813 cihani_bilican] Xişêna pûş û pelaşên rizî li ber piyên wî hatê. [814 cihani_bilican] Hêdîka xwar bû û hindek pûş ji erdê berev kir. [815 cihani_bilican] Pûş û xwelî tevî hev bibûn. [816 cihani_bilican] He karî tijî mista xwe pûşê rizî berev bike. [817 cihani_bilican] Bêhna xweliya hişk û pûşên rizî da serê wî. [818 cihani_bilican] Dîsan bi pêxişik ber bi devê kûlê layê gwîniyî çû. [819 cihani_bilican] Gava ko zanî giheştiye gwîniyî, pûş danî erdê. [820 cihani_bilican] Li dû ra destê xwe avîte kûrika xwe û hebanokek, ko devê wê pê bendekî helboqe girêdabû û serê bendiki jî avîtibû doxîna xwe, ji kûrika xwe deranî. [821 cihani_bilican] Helboqa derê hebanokê vekir. [822 cihani_bilican] Du kevirê sipî û hindek pîşo jê deranî. [823 cihani_bilican] Pîşo danî ser kevirekî û bi kevirê dî hêdîka û bi hemmet lêda. [824 cihani_bilican] Du, sê caran li ser hev kevirheste jenî. [825 cihani_bilican] Xwe li ser kevirheste û pîşo da tewandibû. [826 cihani_bilican] Wisan hemmet dikir, te digot qey kotirek li nav lepên wî da ye û naxwaze ew kotire li nav destên wî da derkeve û bifire hewa. [827 cihani_bilican] Paşî du, sê caran ko kevirheste li ser pîşo li hevdu jenî, peşqelên hûr ji ber firîn. [828 cihani_bilican] Li ber ronahiya peşqelan Silêmanî karî kevirhesteyan li nav destên xwe da bibîne. [829 cihani_bilican] Gava ko peşqelan da nav çavên wî, xwazîka wî ji bo agirekî gur zêde û zêdetir bû. [830 cihani_bilican] Bi gef û gur lê bi hemmet kevirheste jenî. [831 cihani_bilican] Paşî çend caran di gel peşqelên kevirhesteyi dûkeleke şîne zirav ji ser pîşoyi rabû hewa. [832 cihani_bilican] Dûkel çû çavên wî. [833 cihani_bilican] Du, sê hêsirên zirav, ew hêsirên ko demekê berî niha dixwestin ji zindana çavên wî derkevin û ji wê rikeyê rizgar bibin, li ser tefeşa wî da şûlikîn. [834 cihani_bilican] Li ser kevirhestê binî, li nav destên Silêmanî da koziyeke biçanok çê bibû. [835 cihani_bilican] Silêmanî hêdî û li ser hemdê xwe, wisan ko pîşo ji cî neleqe, nermenerm pufî wê koziya biçûk kir. [836 cihani_bilican] Kozî berebere geş bû. [837 cihani_bilican] Paşê koziyê pê girt û gur bû û alaveke biçûk li ser kevirhestê binî çê bû. [838 cihani_bilican] Silêmanî hêdî û hemmet, hema wisan ko li cî da rûniştibû, ew koziya biçûk danî bin pûş û pelaşên rizî. [839 cihani_bilican] Alava biçûk li nav pûş û pelaşan geriya û bû qirçeqirça pûş û pelaşan. [840 cihani_bilican] Pûşên rizî kozî girtin. [841 cihani_bilican] Li dû ra Silêmanî gwînî jî danî ser pûşan û nermik nermik puf kirê. [842 cihani_bilican] Paşê destê xwe avîtê û li binê hebanokê da hindek pîşoyên dî jî deranî û danî li ser pîşoyê kozîgirtî. [843 cihani_bilican] Dîsan hêdî hêdî puf kirê. [844 cihani_bilican] Gurîkên pîşo li nav qetên pûşên rizî ra derbas bûn û xwe gîhandin çiqilên gwîniyî û hêdî hêdî li nav çiqilên gwîniyî ra jî derbas bûn. [845 cihani_bilican] Dûkeleke zirav li nav qetên gwîniyî da lev geriya. [846 cihani_bilican] Li dû ra dûkel hêdî hêdî bilind û bilindtir bû. [847 cihani_bilican] Li jêr dûkelê ra alaveke zere zirav serê xwe ji nav dirikên gwîniyî ra derxist. [848 cihani_bilican] Alav berebere mezin û mezintir bû. [849 cihani_bilican] Bû qirçeqirça gwîniyî. [850 cihani_bilican] Gurî bilind û bilindtir bû, û bû guriyeke mezin. [851 cihani_bilican] Layekî gwîniyî li ber pesêva kûlê da hindekî hişk mabû. [852 cihani_bilican] Lê layê dî te digot qey li nav avê ra kişandine. [853 cihani_bilican] Çizeçiz bi wî layê gwîniyî yê ter ket. [854 cihani_bilican] Alavên agiri dema ko li ser wî aliyê ter da diçûn, bi hêvirze paş da dizivirîn. [855 cihani_bilican] Dibû çizeçiza avê û berdida alavan. [856 cihani_bilican] Alav li ber avê direvîn û li ser layê dî da qet dibûn. [857 cihani_bilican] Li wî rexê gwîniyî da leşkerên agiri li ber xoragiriya leşkerên avê paşekişe dikirin. [858 cihani_bilican] Silêmanî li ber xwe da got: »Lewranê pêşiyan gotine: Li hev bûne av û agir. [859 cihani_bilican] Alava gwîniyî bilind bû û da pêsîra kûlê. [860 cihani_bilican] Nîvê kûlê ronahî kir. [861 cihani_bilican] Silêmanî kevirheste û pîşo dîsan kire nav hebanokê. [862 cihani_bilican] Derê hebanokê dîsan pê bendê wê helboqe girêda û hebanok dîsan kire kûrika xwe da. [863 cihani_bilican] Şivanê wan Qicoyê Kalê, jê ra ev hebanoka pê kevilê berxeke virnî çêkiribû. [864 cihani_bilican] Qico li çêkirina van hebanokan da hosta bû. [865 cihani_bilican] Ewî bixwe ji van hebanokana ra kîsik digot. [866 cihani_bilican] Lê çunkû ewî ew kîsikan bînanî hebanan çêdikir, xelkê ji wan kîsikan ra hebanok digotin. [867 cihani_bilican] Belengazê Qico çar, pênc salan berî niha, hema li ber pezî birûskê lêda û kuşt. [868 cihani_bilican] Ta hawarî pê ra gihîşt, Qico can dabû jî. [869 cihani_bilican] Birûskê lêdabû, rexekî serê wî, temorîka wî ya reşe qurûşkî kuzurandibû. [870 cihani_bilican] Kalêyê bavê wî, nehîşt termê wî bînin nav goristana bajaroki da çal bikin. [871 cihani_bilican] Ewî hema li cîhê ko birûskê li Qicoyi dabû, jê ra gorinek kolabû û ew li wê derê çal kiribû. [872 cihani_bilican] Ewî digot: kurê min cangorî ye. [873 cihani_bilican] Ca her sal durust li roja ko birûskê li kurê wî dabû, bi jin û zar û kes û karên xwe va diçû ser gorina kurê xwe û rojemerga wî bi bîr dihanî. [874 cihani_bilican] Silêman li nav van bîreweriyana da bû, ko li ber ronahiya agiri pirtepirt kete nav pelçermokên pêsîra kûlê û lev zivirîn. [875 cihani_bilican] Agir lap geş û xweş bibû. [876 cihani_bilican] Silêmanî pêş da pêsîr û navpêsîra xwe da ber agiri. [877 cihani_bilican] Agiri da nav çavên wî û rûmetê wî yê sar bûyî germ kir. [878 cihani_bilican] Silêmanî li dû ra kolozê xwe ji serê xwe rakir. [879 cihani_bilican] Du, sê caran ew bi taw dakuta. [880 cihani_bilican] Ava kolozi peşikiya ser agiri. [881 cihani_bilican] Çizeçizeke tund ji agiri rabû. [882 cihani_bilican] Li dû ra serê xwe li ser agiri da bijbijand. [883 cihani_bilican] Porên xwe li ber agiri hişk kir. [884 cihani_bilican] Paşê derlingên şalê xwe jî da ber guriyan. [885 cihani_bilican] Li dû ra jî qasekê pişt û teniştên xwe li ber agiri germ kir. [886 cihani_bilican] Qafreş jî bînanî hevalekî li rex Silêmanî ketiye. [887 cihani_bilican] Tu dibêjî qey ew jî li ber guriyên agiri xwe germ dike. [888 cihani_bilican] Li ber agiri ketibû û serê xwe danîbû li ser herdu lemên xwe û çavên xwe kutabûn nav çavên Silêmanî. [889 cihani_bilican] Silêman jî dîna xwe didayê. [890 cihani_bilican] Hema bînanî niha tê bîra Silêmanî, dema ko ev Qafreşa tûleyekî biçûk bû, wisan xweşkok û dilhebîn bû, ko te dil nedikir, tu çav jê hilînî. [891 cihani_bilican] Hind cindî bû, mirovî dil hebû ew bikira nav dilê xwe da. [892 cihani_bilican] Her kê ew bidîta, gavekê li ber radiwesta. [893 cihani_bilican] Çavên xwe dikuta li nav çavên wî da û çûr dima lê mêze dikir. [894 cihani_bilican] Nanpêja wan Sûsê, gava ko çav bi Qafreşi diket, pê ra şa dibû û digot: [895 cihani_bilican] »Ay Xudêyo çende xweşkok e, tu dibêjî hema nasirokê min e.« [896 cihani_bilican] Nanpêja wan ji Aranê bû. [897 cihani_bilican] Nasirok navê nebiyê wê bû. [898 cihani_bilican] Her sal havînan dema ko kar û bar pir dibû, Sûsê û kalemêrê wê Amû, Nasirok û zarên xwe yên dî hemû cî da dihêlan û dihatin bajaroki û li nav mala Mîrî da dixebitîn û payîzan jî barê rûn û penîr, keşk û jajî û elegez û sipîpincar û lûşê û tirşoya ga û pincarên cur be cure beyanî ji xwe ra dadigirtin û pêkve dizivirîne mala xwe. [899 cihani_bilican] Da ko rojekê mêrê wê li şerekelanê da kete nav dest û piyên kelên hozîbûyî da û ta ko kelevanan ew li nav dest û piyên kelan da deranîn, li xûnê da mabû. [900 cihani_bilican] Pîl û parxanên wî xişibîbûn. [901 cihani_bilican] Her çend şikestebendên bajaroki qîr û çekem û benîşt û hingivîn kişandin pîl û parxanên wî, lê bêtune bû. [902 cihani_bilican] Da ko sibêdeyekê bi hawariya Sûsê ra komel rastî termê bêgiyane Amû hatin. [903 cihani_bilican] Belengaza Sûsê bona kalemêrê xwe her-du lacankên xwe ta binçenê bi çengan dirandibû. [904 cihani_bilican] Porên serê xwe ji bona mêrê xwe loç kiribû. [905 cihani_bilican] Piştî mirina Amû Sûsê êdî nezivirî Aranê. [906 cihani_bilican] Ewê hema serê xwe bi Tajdînê mîrav ra kire yek û bi wî ra zewicî. [907 cihani_bilican] Tajdîn li wê demê da ko mîravê mala Mîrî bû, serwêriya hemû rêncberên mala Mîrî jî dikir. [908 cihani_bilican] Piştî hînga Sûsê êdî he li nav mala Mîrî da ma. [909 cihani_bilican] Daku Emer axa hate ser kari û mala wê belengazê jî he li ser yek gotina pêşiyan ji bajaroki, da barkirinê. [910 cihani_bilican] Sûsêya ko kurên wê çendîn caran hatibûn peyê û neçûbû, vê carê bi destê zorê û bi neçarî, kor û poşman Tajdîn cî da hêla û li ser kurên xwe da zivirî. [911 cihani_bilican] Sûsê her dem Qafreş diwekende nebiyê xwe û digotê: [912 cihani_bilican] »Ay, qeda te li min keto, tu dibêjî hema Nasirokê mine. [913 cihani_bilican] Çende ciwan e xudêyo! [914 cihani_bilican] Weke Nasirokê min şîrîn e.« [915 cihani_bilican] Gelek caran jî gava ko Sûsê xwe û Qafreş tenê bidîta, dûrî çavên komelê ew dida bersîngê xwe û maçê dikir. [916 cihani_bilican] Carekî Silêman li ser da çûbû, Sûsê jê pirsîbû: [917 cihani_bilican] »Heram nîne ne ?« [918 cihani_bilican] Silêman bersiv dabû: [919 cihani_bilican] »Ne, e!« [920 cihani_bilican] Ev e razeke mezinê siruştê ye. [921 cihani_bilican] Biçûkên her ajelê weha dilhebîn û xweşkok û berdilan dibin. [922 cihani_bilican] Têjkên pişîkan, tûlên sagan, golikên çêlekan, berx, kar, kudikên hirç û berazan, heylo têjkên kûsel û jûjiyan jî weha xweşik û dilrakêş dibin. [923 cihani_bilican] Erê eva razeke sergirtî û mezinê siruştê ye. [924 cihani_bilican] Siruştê ew ciwantî û balrakêşiya kiriye leşên van biçûk û têjikan da, da ko li saya vê ciwantiyê da evîn û hejîkê biafirîne û li saya wê evîn û hejîkê da jî ew biçûk û têjik û tûlana li her cure buve û hirêşên dirindane rizgar bibin. cihani_bilican] [925 cihani_bilican] Digel vê hindê dîsan jî, zor ajelên dirinde û herwisan jî hindek mirovên dilkevir hene, ko wan jî xwendeya xwe li ber wan dirindan vergirtine, van biçûk û têjikên xweşkok, her tenê ji bo têrkirina zikên xwe, yan jî ji bo pêxoşiya serkirdeyên xwe, dikojin û xûna wan dirijînin û tûşî vî gunehê mezin û nebihorandî dibin. [926 cihani_bilican] Qafreş jî hema bînanî hemû biçûkên giyanliberan gelekî ciwan û dilhebîn bû. [927 cihani_bilican] Xoşina hemûyê lê dihat. [928 cihani_bilican] Lê xoşina Sûsê û Silêmanî ji ya hemûyê gelektir bi wî ra dihat. [929 cihani_bilican] Niha jî hema ew hejîkirina pêşîn di dilê Silêmanî da ma ye. [930 cihani_bilican] Dema ko Qafreş tûle bû, Silêmanî bixwe dan bi dan xwereka wî li dandûra wî da didayê. [931 cihani_bilican] Sûsê jî her dem kûtê genimî û çivir ji wî ra dipat. [932 cihani_bilican] A, gava ko Qafreş hê tûleyekî zor biçûk bû, taze çavên wî bişkivîbûn û taze bi rê va diçû, Silêmanî bixwe jê ra şîrê bizinan didot û berdida kodika wî da. [933 cihani_bilican] Bixwe jî li ser ra radiwesta û li şîrçelpandina wî temaşe dikir. [934 cihani_bilican] Gelek caran ewî Qafreş dida ber sîngê xwe û dibire nav hevalan û kîşkîşî hevalan dikir û ew hûreyî dirbûnê dikir. [935 cihani_bilican] Niha jî Qafreş bi herdu çavên xwe yên zere zeytûnî, ko bînanî du matan li korika çavên wî da direqisîn, li ber Silêmanî ketiye. [936 cihani_bilican] Diqewime, ko ew jî wan rojana dîne bîra xwe û li wê bîreweriyê da dijî. [937 cihani_bilican] Kê çi dizane? [938 cihani_bilican] Gelek razên cîhanê hê sergirtî mane... [939 cihani_bilican] Silêman li kiriyarên xwe yên çend demhejmêrên berî niha poşman bû. [940 cihani_bilican] Kastîna Qafreşi, dema ko Silêmanî ew da ber derbên gurzan, li guçkên Silêmanî da deng veda. [941 cihani_bilican] Hêdîka li ber lêva xwe da navê wî anî û mûçandê. [942 cihani_bilican] Reheke lavayîkerane li dengê Silêmanî da diyar dikir. [943 cihani_bilican] Qafreşi dêla xwe hejand û serê xwe li ser herdu lemên xwe rakir û yek alî li Silêmanî nihêrî. [944 cihani_bilican] Bi qirçeqirça reh û rîşalên gwîniyî ra, hevo û firêtên bîr û hizrên Silêmanî ji hevdu pizirîn. [945 cihani_bilican] Agir ber bi temirînê diçû. [946 cihani_bilican] Li rex agiri rabû ser piyan û şalê xwe ji sotikên gwîniyî, ko peşkiyabûne ser da, dakuta. [947 cihani_bilican] Li dor û berên xwe nihêrî. [948 cihani_bilican] Her der tarî bû. [949 cihani_bilican] Hebana xwe li ser sîngê xwe serast kir. [950 cihani_bilican] Kewanê xwe avîte milê xwe. [951 cihani_bilican] Tîrdanka xwe jî li ser milê xwe yê çepê da cî bi cî kir. [952 cihani_bilican] Gurzê xwe da destê xwe û bi pêxişik ber bi devê kûlê çû. [953 cihani_bilican] Derva hewa hê jî tarî bû. [954 cihani_bilican] Pêş da nikarî baş li ber piyên xwe bidîta. [955 cihani_bilican] Lê paşê berebere çavên wî hûre bûn û ji kûlê derkete derva. [956 cihani_bilican] Baran jî êdî bend bibû. [957 cihani_bilican] Êdî ewiran xwe ji hev berdabûn. [958 cihani_bilican] Nîveka esmani qelişîbû. [959 cihani_bilican] Tekoteko istêrên bêreng li wê navê da dibiriskîn. [960 cihani_bilican] Istêran rengê xwe derdabûn. [961 cihani_bilican] Hêdî hêdî dakete binê geliyi. [962 cihani_bilican] Şureşura avên belekiyan bû. [963 cihani_bilican] Baranê lap vekiribû. [964 cihani_bilican] Sira paşî baranê êm bibû. [965 cihani_bilican] Bibû nermebayekî sar. [966 cihani_bilican] Hurşehurşa avê bû, ko bînanî dîneke sermest dihurmicî û serê xwe li dar û ber û kevir û kendalan dida û ber bi binê geliyi diherikî. [967 cihani_bilican] Hindî ko Silêman li geliyi da berjêr diçû, hind diçû ava geliyi zêde û zêdetir dibû. [968 cihani_bilican] Ava geliyi hêdî hêdî rengê çemekî dida. [969 cihani_bilican] Li her layan ra cok û cobar, li dere û tîşik û herd û newal û gelî û kendalan ra ber bi çemi dikişiyan. [970 cihani_bilican] Li ber hurmehurm û hurşehurşa çemi, Silêmanî çi tişt nedibihîst. [971 cihani_bilican] Hema serê wî di ber da bû. [972 cihani_bilican] Bi lez û gef û gur pêngav dihilanî û di gel çemi berjêr dibû û pêş da diçû. [973 cihani_bilican] Te digot qey li dû ketine û ew li ber kesekî direve. [974 cihani_bilican] Hindî diçû rewta wî rengê helatinê dida. [975 cihani_bilican] Qafreş jî hema wisan li dû wî ra diloqiya. [976 cihani_bilican] Pişt xwe ra li Qafreşi nihêrî. [977 cihani_bilican] Reşatiya li serçavên Qafreşi li tarîmariya şevê da pê va hate xûyanê. [978 cihani_bilican] Bi wê yekê ra zanî, ko sibêde waye nêzîk dibe. [979 cihani_bilican] Serçavên Qafreşi bînanî kûtekî şewitî reş û qimer bû. [980 cihani_bilican] Hêleke reşe qimer ji limozê wî ra dest pê dibû û li patika wî li navmilan ra, durust li ser mazîpiştika wî ra derbas dibû û ta serê dûlka wî didomand. [981 cihani_bilican] Mirovî digot qey ew hêla bi dest kişandine. [982 cihani_bilican] Hema li ber vê reşatiya serçavên wî bû, bona vî rengî bû, ko navê wî danîbûn Qafreş. [983 cihani_bilican] Pirça Qafreşi wisan geş û hulo bû, te digot qey şe kirine. [984 cihani_bilican] Dema ko leşê wî hişk ba, rewneq dikete pirça wî ya zerqimer û difirî nav çavên mirovî. [985 cihani_bilican] Silêman li ser milê xwe yê çepê ra zivirî û li esmani nihêrî. [986 cihani_bilican] Li aliyê rojhelatê da istêra sibêdê du riman bilind bibû. [987 cihani_bilican] Bi wê hindê ra zanî, ko seûgura sibê ra hindik maye. [988 cihani_bilican] Lap kete lezê. [989 cihani_bilican] Êdî giheştibû binê geliyi. [990 cihani_bilican] Hewa berebere ronahî dibû. [991 cihani_bilican] Keviyên berfê li pêsîra çiyan da dihatin xûyanê. [992 cihani_bilican] Li ber barana şeva dî rengê berfê gewir bibû. [993 cihani_bilican] Berf hişinokî bibû. [994 cihani_bilican] Av her alî ji erdê dikişiya û tevî hev dibû û dibû çemekî mezin. [995 cihani_bilican] Hurmehurma çemi bû, dinaliya û li nav hev da dişkest û li ser hev ra diqulibî û pêş da li ser milê çepê da ber bi deşteke vekirî diçû. [996 cihani_bilican] Çem wisan rabibû û lev ketibû, ko fîlan nedikarî xwe lê bidana. [997 cihani_bilican] Xwelî sist bibû. [998 cihani_bilican] Hindek ciyan lingên Silêmanî ta gîzekan li erdê da diçûne xwarê. [999 cihani_bilican] Li pêşberî wî deşteke vekirî ber va diçû. [1000 cihani_bilican] Hindî çavên wî qeter dikir, deşt û dar û bar, gund û avayî bûn. [1001 cihani_bilican] Cara yekê bû, ko Silêman dadikete vê deştê. [1002 cihani_bilican] Her der jê ra nenas û namo bû. [1003 cihani_bilican] Gehîştibû serê duriyanekê. [1004 cihani_bilican] Nizanî yê kî alî da here. [1005 cihani_bilican] Demekê li nav hişê xwe da çû. [1006 cihani_bilican] Paşê li ser milê xwe yê rastê da zivirî û dakete deştê. [1007 cihani_bilican] Ronahiyê cîhan tijî kiribû. [1008 cihani_bilican] Esman sayî bû. [1009 cihani_bilican] Te digot qey barana şeva dî rûyê esmani şûştiye, ko bînanî perûyekî şîne armûşîn diteyîsî. [1010 cihani_bilican] Wekî benefşeyeke tere şîn rewneq diketê. [1011 cihani_bilican] Yekimîn tirîşka tavê da qafên çiyayên bilind. [1012 cihani_bilican] Pêş da qûçên çiyan zer kirin. [1013 cihani_bilican] Paşê ew zeratiya weke rûnê avandî nermenerm jor da ber bi sîng û pêsîrên çiyan, ber bi banî û bêlanan şûlikî. [1014 cihani_bilican] Hê riyeke wisan jî neçûbû, ko tavê li deştê jî da. [1015 cihani_bilican] Deşteke kesk û şîn bû. [1016 cihani_bilican] Her alî çêre, çirvan, keskatî û çîmen bûn. [1017 cihani_bilican] Daran taze dixwestin bişkoj bidin. [1018 cihani_bilican] Li hindek ciyan da, ko berf taze li ser erdê rabibû, gezîze, guleberf û rebenokên sipî weke leşkerên sipîpoş der û deşt dabûne ber xwe. [1019 cihani_bilican] Lê li bajarokê wan da hê taze belekî diketin berojan. [1020 cihani_bilican] Bi vê hindê ra diyar bû, ko riyeke baş hatiye. [1021 cihani_bilican] Vêderê êdî çiya û deşt ji hevdu diqetiyan. [1022 cihani_bilican] Çiya kuta dibûn û deştê dest pê dikir. [1023 cihani_bilican] Lê deşt deşta qontara çiyan bû. [1024 cihani_bilican] Berkêş bû. [1025 cihani_bilican] Lap li kutaya çiyan da, li qontara wan da, li bintara rê da li jêr tatekî mezen da kaniyeke gurover hildikeliya û gerînekek çê dikir. [1026 cihani_bilican] Tatê raserî kaniyê weke sîvankekê kepê xwe li ser kaniyê da daliqandibû. [1027 cihani_bilican] Silêman li ser wî tatî rûnişt. [1028 cihani_bilican] Hebana xwe ji milê xwe vekir. [1029 cihani_bilican] Kewanê xwe ji milê xwe derxist û danî binçoka xwe. [1030 cihani_bilican] Derê hebanê vekir û nanek ji hebanê deranî. [1031 cihani_bilican] Hindek penîr jî danî ser û dest bi xwarinê kir. [1032 cihani_bilican] Qafreş jî li kêlekê ketiye. [1033 cihani_bilican] Çavên xwe kutaye nav çavên wî. [1034 cihani_bilican] Silêmanî bînanî tiştê ko gunehekî mezin kiribe, bi pelepel dest avîte hebanê û nanek bi hindek penîr va jê deranî û avîte ber Qafreşi. [1035 cihani_bilican] Qafreşi torintorin nan kire nîveka herdu lemên xwe û hûrikhûrik lê ba ket. [1036 cihani_bilican] Silêman jî xerîkî xwarinê bû. [1037 cihani_bilican] Herduyan mirçe mirça devên hevdu dibihîstin. [1038 cihani_bilican] Piştî xwarinê Silêman rabû kewanê xwe hema wisan da destê xwe û dakete biniya tati. [1039 cihani_bilican] Li ber kaniyê xwe deverû dirêj kir û qurûyî avê bû. [1040 cihani_bilican] Du bêhnan av hilçinî qafê xwe. [1041 cihani_bilican] Gelekî tîhnî bibû. [1042 cihani_bilican] Piştî wê hindê ko têr av wexwar, li ser kaniyê rabû şipê û pê dermilkê xwe devê xwe paqij kir. [1043 cihani_bilican] Pêsîra kurtikê wî bibû herî. [1044 cihani_bilican] Pê kefa destê xwe ew heriya paqiş kir û pêsîr û serçokên xwe dakuta. [1045 cihani_bilican] Dîsan bînanî caran derê hebana xwe bi rêk û pêkî girêda. [1046 cihani_bilican] Heban avîte milê xwe û li ser pişta xwe da ediland û bendê wê li ser sîngê xwe girêfîtik lêda. [1047 cihani_bilican] Kewanê xwe avîte milê xwe. [1048 cihani_bilican] Doxîn û dorlaqên xwe qişt û rêk û pêk kir. [1049 cihani_bilican] Xwe saz kir û dakete serê rê. [1050 cihani_bilican] Li wê navê da, Qafreşi jî, ko nanê xwe kuta kiribû, dakete ser kaniyê. [1051 cihani_bilican] Li rex kaniyê xwe li ser lemên xwe da avît û dest bi çelpandina avê kir. [1052 cihani_bilican] Têr av çelpand û paşê bi zimanê xwe dora devê xwe alast û teviziyên xwe rast kir. [1053 cihani_bilican] Silêmanî gazî kirê û tev li rê ketin. [1054 cihani_bilican] Çiyan êdî xatirê xwe ji deştê xwestibûn. [1055 cihani_bilican] Lê li binê deştê layê çepê hindek kulot li ber çavan diketin. [1056 cihani_bilican] kulotên vepoşiyayî li tûmên deven û qîfarên hişkbûyî. [1057 cihani_bilican] Ev kulotana angorî zemîn gir û bilind bûn. [1058 cihani_bilican] Lê layê rastê hindî çavan qeter dikirin, her deşteke ripe rast bû. [1059 cihani_bilican] Silêman û Qafreş êdî vaye daketine nav dilê deştê da. [1060 cihani_bilican] Ev e çendîn roje ko wa bêy rawestan şev kirine roj û roj kirine şev û rê pîvane. [1061 cihani_bilican] Gelek deşt û gelî û çiya û newal li pişt serê xwe ra hêlane. [1062 cihani_bilican] Zor westiyane û ji weş ketine. [1063 cihani_bilican] Lê li ser xwe va nayînin. [1064 cihani_bilican] Li nav hizran da bû, ko li binê girekî rastî keriyekî giran hat. [1065 cihani_bilican] Du şivan li dora keriyi ra dihatin û diçûn. [1066 cihani_bilican] Du, sê seyên wan yên hewikistûr jî hebûn. [1067 cihani_bilican] Gava ko seyên şivanî çav li wan ketin, hêriş anîne ser wan. [1068 cihani_bilican] Silêmanî gurzê xwe ji bin kewşê xwe deranî û xwe û Qafreş ji devên seqan parast. [1069 cihani_bilican] Bi rewterewta seqan ra sereşivani li dajoyî kire gazî: [1070 cihani_bilican] »Kuro nehêle seqan ew rêvîngê han bilaw kirin!« [1071 cihani_bilican] Dajoyî bi taw xwe bi seqan ra gîhand û bi zorê Silêman û Qafreş ji devê seqan deranî. [1072 cihani_bilican] Silêmanî gazî kir: [1073 cihani_bilican] »Şivano bereket be!« [directspeech cihani_bilican] Li ser çavan ra hatî, bi xêr û xweşî! [1074 cihani_bilican] Şivani li ser û sikomê Silêmanî nihêrî. [1075 cihani_bilican] Zanî ko ew ji ciyekî dûr ra hatiye. [1076 cihani_bilican] Jê pirsî: »Erê bira pirsiyar bê xewş e, tu ji ko tê û tu dê kû da herî?« [1077 cihani_bilican] Ez ji ciyekî dûr têm. [1078 cihani_bilican] Ew ciyê dûr bênav e? [1079 cihani_bilican] Şivani bi ken jê pirsî. [1080 cihani_bilican] Lê Silêmanî li ser hemdê xwe û bi mijdahî got: »Ez ji Zozanan têm.« [1081 cihani_bilican] Tê ta kê derê herî? [1082 cihani_bilican] Ta Şengarê. [1083 cihani_bilican] Heylo Şengar? [1084 cihani_bilican] Xudê xêr ke! [1085 cihani_bilican] Silêmanî bi şerm û fedî bersiv da: »Ez ji xwe ra li rêncberiyê digerim. [1086 cihani_bilican] Li şivantiyê digerim.« [directspeech cihani_bilican] Ha, ha, navê Eliyê Siwaranî bihîstiye. [1087 cihani_bilican] Dixwaze here ba wan bibe şivan, ha ... Mala Eliyê Siwaranî niha li xaniyan da nemane, niha derketine warkozê. [1088 cihani_bilican] Dema ko Silêmanî navê Eliyê Siwaranî bihîst, dilê wî lerizî. [1089 cihani_bilican] Jê we reng, ko ew nava pêş da jî ji devê kesekî dî bihîstiye. [1090 cihani_bilican] Seheke taybetî lê dest da. [1091 cihani_bilican] Seheke tevî tirs û xweşiyê. [1092 cihani_bilican] Silêmanî li ser hemdê xwe ji şivani pirsî: [1093 cihani_bilican] »Bira Eliyê Siwaranî kiye?« Şivani bi girnijîn bersiv da: »Mala teyê, te çawa navê Eliyê Siwaranî nebihîstiye?! [1094 cihani_bilican] Ew serokê hefthezar û heftsed malan e. [1095 cihani_bilican] Hefthezar û heftsed malên kurd û ereb li bin siya wî da dijîn. [1096 cihani_bilican] Xûlên hêştirên wî, keriyên pezên wî, garanên dewarên wî revoyên hesp û hêstirên wî der û deşt hilnagirin.« [1097 cihani_bilican] Silêman û dajoyî bi axiftin xwe bi kerî û sereşivani ra gîhandin. [1098 cihani_bilican] Sereşivani jî serçavanî da Silêmanî. [1099 cihani_bilican] Xelendor li ser kuçiki amade bû. [1100 cihani_bilican] Tatik raxistin û li ser tatikan rûniştin û xerîkî xwarinê bûn. [1101 cihani_bilican] Qafreş jî li rex wan ket. [1102 cihani_bilican] Şivanan kûtekî garisî avîtin ber wî. [1103 cihani_bilican] Qafreşê birsî kût kire nav herdu lemên xwe û lezelez lê ba ket. [1104 cihani_bilican] Piştî xwarinê Silêman rabû şipê û malavayî ji şivanan kir û hebana nanê xwe ko şivanan jê ra dagirtibûn avîte milê xwe û dakete ser wê rêya ko şivanan nîşanî wî dabûn. [1105 cihani_bilican] Der û deşt, gelî û newal, dar û ber, gul û giya, çil û çiya, gedûk û geboz, herd û tîşik, zang û zinaran, hemûyê rengê xwe guhestibûn. [1106 cihani_bilican] Rûçikê hemû tiştî li ber baranê hatibû şoştinê. [1107 cihani_bilican] Gul û giya li ber seqema paşî baranê pejmirîbûn. [1108 cihani_bilican] Şextê li wan dabû. [1109 cihani_bilican] Hemûyan weke birîndaran serê xwe li ser ustuyê xwe da xwar kiribûn. [1110 cihani_bilican] Erd bibû herî. [1111 cihani_bilican] Heriyeke çivir û zeliqok. [1112 cihani_bilican] Herî bi ling û derlingên Silêmanî va dizeliqî. [1113 cihani_bilican] Silêman li heriyê da mabû. [1114 cihani_bilican] Carcaran herî wisan bi çarixên wî va dizeliqî, ko nedikarî li ber giraniyê piyên xwe bavêje. [1115 cihani_bilican] Îca hînga neçar dibû, ko xwar bibe û ji erdê darikekî, lîpekî, xîçekî hilde û pê binê çarixên xwe paqij bike. [1116 cihani_bilican] Yan jî xwe bi berekî ra, hîtekî ra bigehîne û binê çarixên xwe bide ser wî kevirî û çarixên xwe li ser bisû, da ko ew heriya ko bi binê çarixên wî va zeliqiye, li ser pişta wî kevirî bimîne. [1117 cihani_bilican] Li ber lêva xwe da got: [1118 cihani_bilican] »Way lê çol û hol bûyê! [1119 cihani_bilican] Eve jî ji ber hat û bextê min bû, ha! [1120 cihani_bilican] Gereke hema li van rojan da, ko ez bûme rêvîng, baran dest pê bike lo!.. Şeva pêşîn min her der nas dikir. [1121 cihani_bilican] Min xwe bi kûlê ra gîhand û li kolka Mîrzo Kizoyi da êwirîm. [1122 cihani_bilican] Lê şeva dî ezî belengazî nenas, ezê ko da biçûyama. [1123 cihani_bilican] Min ko çi der nedinasî...« [1124 cihani_bilican] Xwe ji xwe ra diaxift û pêş da diçû. [1125 cihani_bilican] Şeva dî dîsan bînanî şeva pêşîn baranê dest pê kiribû. [1126 cihani_bilican] Baraneke guj û giran û libgir. [1127 cihani_bilican] Li ber gujatiya baranê we hest dikir ku, libên baranê li vêderê ji libên barana navça wan girtirin. [1128 cihani_bilican] Li dû baranê ra sira paşnixteyê dest pê kiribû. [1129 cihani_bilican] Silêmanî ko çi cî nas nedikir, hema li ber baranê mabû. [1130 cihani_bilican] Vî alî, wî alî çavên xwe gerandibû. [1131 cihani_bilican] Li milê çepê dûr va çavên wî bi pilûçeberekî ketibû. [1132 cihani_bilican] Kevirekî pilûç li nîveka deşta ripe rast da bera wî li ser xwe da rakêşabû. [1133 cihani_bilican] Hema li ber barana guj, ber bi wî pilûçekevirî helatibû. [1134 cihani_bilican] Xwe avîtibû ber pesêva wî kevirî. [1135 cihani_bilican] Lê pesêva wî kevirî pesêveke vekirî bû. [1136 cihani_bilican] Silêmanî çi çare nedîtibû. [1137 cihani_bilican] Hema ta sibêdê geh li ber pesêva wî kevirê pilûç li ber ba û baranê mabû, geh jî vî alî wî alî her li ber baranê pêgermok gerandibû. [1138 cihani_bilican] Yan jî hema carê rexekî xwe dabû ber pesêva keviri. cihani_bilican] [1139 cihani_bilican] Ta ew rexê wî kûşkê hişik bibû, rexê wî yê dî li ber baranê, li avê da mabû. [1140 cihani_bilican] Sira paşî baranê lê kar kiribû. [1141 cihani_bilican] Nanê wî jî mêjive bû, ko kuta bibû. [1142 cihani_bilican] Wekî mirov birsî be, tendûra zikê mirovî vala be, sir ta kezeba mirovî, ta mejiyê hestikên mirovî kar dike. [1143 cihani_bilican] Wakî şeva dî Silêman neba û yekî dî ba, bêgotin yê li ber wî kevirê pilûç, li ber serma û birsîna can bida. [1144 cihani_bilican] Lê Silêman xoragir û bi hêz û pêz bû. [1145 cihani_bilican] Ewî gelek şevên weha bihorandibû. [1146 cihani_bilican] Rast e, ko ew li dîwanxana bav û kalê xwe da mezin bibû. [1147 cihani_bilican] Piştî mirina kalkê wî û kuştina bavê wî û dayîna talanan û belawbûna dîwanxana bavê wî jî, ew li dîwanxana Emer axayê bûrayê Mamê Îsi da dima. [1148 cihani_bilican] Lê gelek caran wekî vê carê, dîwan û dîwanxane cî da hêlabû û di gel heval û hogiran tîr û kewan, şûr û rim û xencer tev girêdabû û çûbûn nêçîra pezkûviyan û şeveder mabûn. [1149 cihani_bilican] Lê şeva dî şeveke cuda ji hemû şevan bû. [1150 cihani_bilican] Sir û sermaya şeva dî seqem û zemherîra danê zivistanê ya zozan û bêlanên bilind dihanî bîra mirovî. [1151 cihani_bilican] Seranserî şevê li ber wê seqemê, li ber wî bayî û wê baranê mabû. [1152 cihani_bilican] Ew jî bi zikê vala. [1153 cihani_bilican] Lê Sileman xortekî kirarî bû. [1154 cihani_bilican] Ewî hema wisan destgirêdayî xwe nesipartibû seqem û ba û baranê. [1155 cihani_bilican] Hema li ber baranê pêgermok lêdabû. [1156 cihani_bilican] Paşê, qasekê revîbû û dijî sir û sermayê têkoşîbû. [1157 cihani_bilican] Şev gava ko sir û seqemê dest pê kiribû, û Silêmanî xwe li wê besta bê dê û bê bav da tenê dîtibû, serhatiya kurê Harisi ketibû bîrê. [1158 cihani_bilican] Serhatiya kurê Harisi gelek caran ji devê ridênsipî û çîrokbêjên dîwanxanê bihîstibû, ko digotin: [1159 cihani_bilican] »Kurê Harisi şeveka çilê zivistanê şeveder dimîne û ba û bager jî dest pê dike. [1160 cihani_bilican] Ew penahê dibe ber kûleyekê. [1161 cihani_bilican] Lê hundurê kûlê hê ji derva jî sartir bûye. [1162 cihani_bilican] kurê Harisi li nava kûlê da kevirekî dide pişta xwe û ta sibêdê ewî kevirî wekî barekî li ser pişta xwe digerîne. [1163 cihani_bilican] Daku leşê wî li bin barê girane keviri da germ bibe. [1164 cihani_bilican] Bi vî cureyî kurê Harisi dijî sir û sermayê li ber xwe dide, da ko sibêdê ra ewî li hundurê kûlê da peyda dikin û dibin malê...« [1165 cihani_bilican] Ca çîrokbêjan çend pelg û çiqên ciwan jî li serhatiya kurê Harisi zêde dikirin. [1166 cihani_bilican] Ewan digotin: [1167 cihani_bilican] »Gava ko şopgerîn kurê Harisi peyda dikin û dihînin mala wî, dayîk û bab û jin û xizm û kes û karên wî hemû lê berev dibin û dibêjinê em şeva dî bona te ranezane. [1168 cihani_bilican] Em he li seranserî şevê da li derva mane. [1169 cihani_bilican] kurê Harisi ji wan dipirse: Başe hûn bona min ranezane, bêjin kanê şeva dî ta sibêdê esman çend caran bû ewrayî û dîsan bû sayî? [1170 cihani_bilican] Her yek tiştekedibêje. [1171 cihani_bilican] Lê maliya wî dibêjê: Şeva dî esmani heft caran rengê xwe guhost. [1172 cihani_bilican] Heft caran bû ewrayî û dîsan vekir. [1173 cihani_bilican] Hînga kurê Harisi dibêje: Maliya şîrhelal û emekdar ji day û baban çêtir e. [1174 cihani_bilican] Diyar e tenê maliya min li xema min da [1175 cihani_bilican] bûye û ji bona min xew li çavên wê neketiye. [1176 cihani_bilican] Rast e şeva dî ta sibêdê es-man heft caran bû ewrayî û heft caran bû sayî...« [1177 cihani_bilican] Silêmanî jî ji wê serhatiya kurê Harisi wêcê verdigre û ta sibêdê pêgermokan digerîne. [1178 cihani_bilican] Lê ya rastî şeva dî kê li dewsa Silêmanî da ba, yê hema li ber pesêva wî berdepilûçî can bida. [1179 cihani_bilican] Canê wî yê li ber sir û sermayê, li ber seqema paşnixtê ji kalanê bedena wî bikişiya. [1180 cihani_bilican] Leşê wî yê sikî sar, yê li ber wî kevirî bima. [1181 cihani_bilican] Ca pêş da qirikan dê çavên wî derxistana. [1182 cihani_bilican] Paşê firindên berateyan, yên wekî sîsaark û dalaşan dê li ser leşê wî da peya bibana û leşê wî piroze bikirana û yê kelkelê wî yê vala li bestê bihîştana. [1183 cihani_bilican] Yan jî gurgekî birsî dê rastî leşê wî bihata û yê zikekî têr ji goştê mirovan bixwara. [1184 cihani_bilican] Lê Silêman ta sibêdê li ber xwe dabû. [1185 cihani_bilican] Li her aliyê deştê da gundên bi dar û bar û ava û giran mil kutabûn hev. [1186 cihani_bilican] Lê Silêmanî hindî ji desti dihat, xwe ji gund û avayiyan dûr dikişand. [1187 cihani_bilican] We dihizirî, ko li van gundana da jî hemû wî ya dinasin. [1188 cihani_bilican] A, Silêman gelek şevên wiha li derva mabû. [1189 cihani_bilican] Hemîn heftiyê carekê jî li meydana guleşanê ya bajaroki da, di gel heval û hogiran, di gel hevta û hevsal û hevtemenên xwe û heylo gelek caran di gel mêrên qert û navsalî jî cirîdanê, zoranê û milmilanê dikir. [1190 cihani_bilican] Ca ew li van kûreyên têkoşînê da pijiyabû, bibû pola. [1191 cihani_bilican] Vêca gereke wî dîwanxana ko tê da çi dilxoşiya wî tunebû, cî da bihêla û biçûya. [1192 cihani_bilican] Her rastî jî, qawegerandin jê ra şerm bû. [1193 cihani_bilican] Ew jî qawegerandin li dîwanxana kesekî da, ko sîxurê dewleta dagîrker bû û bi destê dewletê li ciyê kal û bavê wî da rûniştibû. [1194 cihani_bilican] Ew qawegerandina jê ra neng bû, neng. [1195 cihani_bilican] Qawegerandin ji kesekî ra ko ta bavê wî zindî bû, ji ber kar û kiriyarên xwe yên nerê û şermîn, rûyê wî nedigirt, biçûya dîwanxanê jî. [1196 cihani_bilican] Her rêya dîwanxanê jî nedidane wî. [1197 cihani_bilican] Gava ko xeber bihata ser xeberê, xelkê digotin: Gurg ji dest kiriyarên xwe nare avayan. [1198 cihani_bilican] Ca qawegerandin li dîwanxana wî da, gelekî li zora Silêmanî dihat. [1199 cihani_bilican] Ew kesê ko piştî bavê wî, bi destê zorê û pîlanên neyaran li ciyê bavê wî da bibû mîr. [1200 cihani_bilican] Ew kesê ko piştî talanbûna dar û nedarên mala wan, piştî wê hindê ko mala wan ketibû tengî û taliya tunebûn û nedariyê da, êl ji ser wan bir kiribû û bibû axayê navçê. [1201 cihani_bilican] Niha gerek bû Silêman li dîwanxana wî da qawe bigeranda... [1202 cihani_bilican] Silêmanî rê dipîva û ev hizrên aloz û tevî hev li nav serê wî da lev digeriyan. [1203 cihani_bilican] Apê wî Îsê Mîrî bi tundî ketibû jêr desthelatdariya mîrê tazepêketî da. [1204 cihani_bilican] Wî ji tirsa jina xwe Xecîcê da, nediwêrî bigota, ko ez feleme yan êzdî, bisulmanim yan zerdoştî. [1205 cihani_bilican] Wî mêj va gema xwe dabû destê Xecîcê. [1206 cihani_bilican] Xecîcê ew kî alî da bada, ew wî alî da diçû. [1207 cihani_bilican] Ca ewî qet li himber mîrê tazerabûyî da nedikarî xwe eşkere bikira. [1208 cihani_bilican] Erê, gema wî li destê jina wî da bû. [1209 cihani_bilican] Jinkê bigotayê bimire, bimire. [1210 cihani_bilican] Bimîne, bimîne. [1211 cihani_bilican] Eva bû ko Îsê nediwêrî dijî mîrê ko niha bûye mîratxorê mîratiya bav û birayê wî, deng bikira. [1212 cihani_bilican] Xelkê li bara desthelatdariya Xecîcê li ser Îsêyi da û fermanberiya Îsêyi ji Xecîcê ev gotina pêşînan digotin: [1213 cihani_bilican] Sê tişt hene li rû dinê. [1214 cihani_bilican] Hersêk jî li hesabê mirinê. [1215 cihani_bilican] Mişkê li terazinê, berxa li ber bizinê, mêrê li xebera jinê. [1216 cihani_bilican] Lê gava ko yekî dilşewitî xeberek li vê barê da li ber Îsê ra davît, Îsê digot, ma xewşa xwe çiye!? [1217 cihani_bilican] Silêman pêxember jî bi gotina Bilqîsê dikir. [1218 cihani_bilican] Ma xwe çi dibe, jin û mêr herdu jî mirovîn, herdu jî kerê leşekî ne. [1219 cihani_bilican] Lê Silêmanî nedikarî ew hinda bipejiranda. [1220 cihani_bilican] Ewî dixwest here mîrê tazepêketî li ser texti bavêje û bixwe mîratiya kal û bavan bigre destê xwe. [1221 cihani_bilican] Xwe ji xwe ra li nav hişê xwe da diçû û digot: [1222 cihani_bilican] »Erê eger ev şindoyê ko niha bûye mîr, hêjayî wê hindê ba, li zora min nedihat. [1223 cihani_bilican] Eger li xizmeta gel û welati da ba, eger ji me jêhatîtir û têgehîştîtir û şarezatir ba, dîsan jî li zora min nedihat. [1224 cihani_bilican] Lê ev şindoyê ko niha bûye mîr, ji bilî hêktûmariya neyar û dagîrkeran tişteke dî nizanê. [1225 cihani_bilican] Tu dibêjî qey ew hema ji bo xoşxanî û hêktûmariya dujminan hatiye afirandinê...« [1226 cihani_bilican] Lê yê çi ji Îsê apê xwe bikira. [1227 cihani_bilican] Ne dikarî hema wisan li nava hezaran dost û dujminî da dijî apê xwe rabûya, ne jî dikarî li himber kir û kiriyarên wî da bêdeng bima. [1228 cihani_bilican] Eva bû, ko çi rê û çare nedîtibû û ketibû serê rê û dirban. [1229 cihani_bilican] Rast bû ko gotibû ezê herim Şengarê. [1230 cihani_bilican] Lê bixwe jî nedizanî Şengar li kû ye. [1231 cihani_bilican] Pê wa bû ko Şengar dûrtirîn cîhê cîhanê ye. [1232 cihani_bilican] Li nava van bîr û hizrana da bû, ko rastî geliyekî kûr hat. [1233 cihani_bilican] Herdu layên geliyi bi kevirên reşe arsotik û dar û barên sêrek hatibûn vepoşandinê. [1234 cihani_bilican] Li serberjêrekî tund û lêj da berjêr bû û dakete binê geliyi. [1235 cihani_bilican] Qafreşi jî hema wisan dabû dû wî. [1236 cihani_bilican] Lê Qafreş ew Qafreşê caran nibû. [1237 cihani_bilican] Lawaz bibû. [1238 cihani_bilican] Daketibû. [1239 cihani_bilican] Weriyabû. [1240 cihani_bilican] Pirça leşê wî li ber ba û baranê, li nava qur û gemarê da rengê xwe derdabû. [1241 cihani_bilican] Ew rewneq û teyîsîna pêşîn lê nemabû. [1242 cihani_bilican] Pirça leşê wî rengê pîneyekî ko li ber tav û ba û baranê bimîne û reng guhestî bibe, dida. [1243 cihani_bilican] Her çend ko westiyayî û birsî bû jî, lê dîsan dûlka xwe dabû ser milên xwe. [1244 cihani_bilican] Lê ne wekî pêş da bû. [1245 cihani_bilican] Dûlka wî hindekî sist bibû. [1246 cihani_bilican] Hindekî daketibû li ser kulîmekan. [1247 cihani_bilican] Gava çavên Silêmanî pê ket, dilê wî pê şewitî. [1248 cihani_bilican] Ewan tev li ser kendalekî kûr ra, ko hurmehurma avê bû, tê ra derbas dibû, banz dan. [1249 cihani_bilican] Av wisan bi guj diçû û deng vedida, ko li ber hurmicîna avê, guçkên mirovî ker dibû. [1250 cihani_bilican] Herdu layên kendali kevirên reşe arsotik bûn. [1251 cihani_bilican] Te digot qey hostayekî kirarî ew kevirên herdu layên çemi bi dest biriye û rê ji avê ra vekiriye. [1252 cihani_bilican] Avê dilê erdê dirandibû û kevirên herdu layên kendali birîbû, û bi hurmehurm tê ra derbas dibû. [1253 cihani_bilican] Avê wisan kendal teng birîbû, gava ko mirov kûşkê ji kendali dûr diket, avê û kendali bi mirovî va diyar nedikirin. [1254 cihani_bilican] Besta dora wê avê pêda li kevirên reşe arsotik hatibû vepoşandinê. [1255 cihani_bilican] Hindik kevir wisan tûj û birek bûn, ko gava piyên Silêmanî dikete ser, hindik dima weke kêrikê çarixên Silêmanî bibirin. [1256 cihani_bilican] Berê wan kete ser nizarekî, ko taze berf li ser rabibû. [1257 cihani_bilican] Li pêsîra nizari da, pûş û pelaş lev aliyabûn. [1258 cihani_bilican] Pûş û pelaşên sala çûyî li ber berfê û sir û serma û germayê gewir bibûn. [1259 cihani_bilican] Çêreya taze jî ji bin wan pûşana ra dabû derê û rengê gewir û kesk tevî hev bibûn û rengekî taybetî afirandibûn, ko kewî va dihingaft. [1260 cihani_bilican] Darên evrisi jî tektekî û dûrî hev li pêsîra nizari û li rex kevirên ko her yek wekî kêlikekê bilind û şûş rawestabûn, dihatin xûyanê. [1261 cihani_bilican] Kêlekeviran û darên xuriste pêkva dîmeneke sosret afirandibûn û dûr va weke siwareleşkerekî, ko amadeyî hêrişê bibe, bera mirovî li ser xwe da radikêşan. [1262 cihani_bilican] Qafreş li dora kendali ra ketibû çerxê û bîn digerand. [1263 cihani_bilican] Disimsimî û erd pêkol dikir. [1264 cihani_bilican] Li ser kolekî da mîst. [1265 cihani_bilican] Li dû ra bi bêhinvekêşk ber bi nizari simsimî. [1266 cihani_bilican] Paşê guçkên xwe mûç kir û çûr ma li pêsîra nizari nihêrî. [1267 cihani_bilican] Silêman li ser xo û xideyên wî ketibû. [1268 cihani_bilican] Dizanî ewî tiştek dîtiye. [1269 cihani_bilican] Bêhna nêçîrekê kiriye. [1270 cihani_bilican] Lê kire mûçîn. [1271 cihani_bilican] Qafreş miricî. [1272 cihani_bilican] Silêman lap dilniya bû, ko Qafreşi nêçîrek dîtiye. [1273 cihani_bilican] Çû li pişt wî rawesta. [1274 cihani_bilican] Li dîtingeha wî nihêrî. [1275 cihani_bilican] Baş dîna xwe dayê. [1276 cihani_bilican] Çi tişt nedît. [1277 cihani_bilican] Dîsan çavên xwe kuskusand. [1278 cihani_bilican] Destê xwe ji çavên xwe ra kire sîvank. [1279 cihani_bilican] Bizorê karî li nav dar û beran da tiştekê bibîne, ko hemmanê dilivî. [1280 cihani_bilican] Hêdîka hilkişiya ser soteberekî. [1281 cihani_bilican] Gava ko baş dîna xwe dayê, dît ko çend pezkûvî waye li nav dar û berên pêsîra nizari, li nav wan pûş û pelaşana da diçêrin. [1282 cihani_bilican] Berê pezkûviyan ketibû ber bi hevrazi û hêdî hêdî dixwestin, ko li ser hingivokê bikevin. [1283 cihani_bilican] Silêman bi hemmet li ser keviri peya bû. [1284 cihani_bilican] Kewanê xwe ji milê xwe şiqitand. [1285 cihani_bilican] Pala xwe da kevirekî. [1286 cihani_bilican] Tîrek ji tîrdanka xwe deranî. [1287 cihani_bilican] Çoka xwe ya çepê ji milê xwe yê çepê ra kire palgeh û tîra xwe danî ser jehê kewanê û nîşange girt. [1288 cihani_bilican] Li wê navê da pezkûvî jî çêreçêre ber bi hêsûyê hildikişiyan. [1289 cihani_bilican] Silêmanî li nav bira pezkûviyan da kavirekî sorî qelew, nîşan kir û tîra xwe bi gişt hêz û karîna xwe va ber bi sîngê kaviri berda. [1290 cihani_bilican] Di gel tîra wî, bû fîtîna pêşengi û kalîn jî bi bira pezkûviyan ket û di çavgirtinekê da, pez li hêsûyê da qulibîn. [1291 cihani_bilican] Bi havîtina tîrê ra Silêmanî nav bi Qafreşi da û Qafreş jî hema li dû tîra Silêmanî ra, da peyê pezkûviyan. [1292 cihani_bilican] Lê ta Silêman û Qafreş gihîştin pêsîra nizari, ji hindek xûnê pêve çi tişt nedîditin. [1293 cihani_bilican] Xûneke gevez, bînanî qeytaneke sore gircîgircî rijiyabû ser pûş û pelaşan. [1294 cihani_bilican] Silêmanî da dû rêça xûnê. [1295 cihani_bilican] Rêça xûnê ra girt û bi lez li ser milê ket. [1296 cihani_bilican] Hema bêhnekê da li ser milê ket. [1297 cihani_bilican] Hindik mabû, ko bêhna wî biçikiya. [1298 cihani_bilican] Gava ko li ser milê ket, rêç wenda kir. [1299 cihani_bilican] Hindî çavên xwe gerand û negerand, çi şûnewarek ji xûnê nedît. [1300 cihani_bilican] Gazî Qafreşi kir. [1301 cihani_bilican] Qafreş simsimî û bêhin kişand û bi rewterewt ber bi layê rastê, layê beroji zivirî. [1302 cihani_bilican] Silêman jî da dû wî. [1303 cihani_bilican] Aliyê rastê çiya hindav da hilkişiyabûn. [1304 cihani_bilican] Du, sê zinarên bilind wekî zêrevanan dest dabûne destên hev û li ser hêsûyê zincîrqol girtibûn. [1305 cihani_bilican] Qafreş bi rewterewt ber bi wan zinaran revî. [1306 cihani_bilican] Silêman jî bi helkehelk xwe bi Qafreşi ra gîhand. [1307 cihani_bilican] Qafreşi xwe dabû binê zinarekî bilind û direyî. [1308 cihani_bilican] Durust li binê zinarî da kaniyek hildikeliya. [1309 cihani_bilican] Destek av ji ber kaniyê dikişiya. [1310 cihani_bilican] Av bi hurşehurş li nav kevir û kuçikan ra derbas dibû û bi taw û guj ber bi jêr diherikî. [1311 cihani_bilican] Silêmanî çavên xwe kuta pêsîra zinarî. [1312 cihani_bilican] Dît ko du pezkûvî waye li pêsîra zinarî da serên xwe dane ber hev û zil mane li wan dinihêrin. [1313 cihani_bilican] Silêman dîsan qerefîska rûnişt û ew tîra ko hema wisan li desti da bû, danî ser jehê kewanê û nîşan girt û hindî hêza wî hebû, jehê kewanê li ser xwe da kişand û tîr durust ber bi wan herdu pezkûviyana berda. [1314 cihani_bilican] Tîra wî li zinarî ket û bû xuşîna hindek hûreberdan û li ser wî da jorda rijiyan. [1315 cihani_bilican] Bi havîtina tîrê ra kûviyekê ji wan herdu kûviyan li ser wî zinarî, banz da ser zinarê dî û li ber çavan bezir bû.. Lê kûviyê mayî kire kalekal û nikarî li ser wî zinarî banz da aliyê dinê. [1316 cihani_bilican] Hema wekî gêjan bi kalekal li dora xwe lev dizivirî. [1317 cihani_bilican] Zinar pir bilind bû. [1318 cihani_bilican] Silêman bona wê hindê ko hilkişe pêsîra zinarî, debiya, ko li pişta wî ra biziviriya. [1319 cihani_bilican] Her çend ko pir westiyabû, lê dîsan jî bi taw ji cî rabû û bi helkehelk ber bi pişta zinarî hilkişiya. [1320 cihani_bilican] Li rêyeke weke pêlekanan ra li ser zinarî ket û dakete pêsîra zinarî aliyê beroji û xwe bi kaviri ra gîhand kaviri rêya revê nedît. [1321 cihani_bilican] Silêmanî destê xwe li hiriya ser pişta wî da şe kir. [1322 cihani_bilican] Bû kalekala kaviri. [1323 cihani_bilican] Silêman bi piyên wî ra girt û ew li erdê da û piyekî xwe danî ser uskura wî û destê xwe bire ber pişta xwe û xencera xwe ya tetikzîv ji kalani deranî. [1324 cihani_bilican] Li wê demê da Silêmanî dîna xwe dayê, ko tîra wî hê jî waye li nîveka parestû yên kaviri da maye. [1325 cihani_bilican] Tîr ta nîvekê li parxanê kaviri yê fêza valaya newqa wî da çik bibû û serê tîrê layê dî ra hilavîtibû. [1326 cihani_bilican] Silêmanî dest avîtê û ew ji cendeki kişande derê. [1327 cihani_bilican] Bû kalekala kaviri. [1328 cihani_bilican] Dewsa tîrê jêk tîş bû. [1329 cihani_bilican] Xûneke reş jê kişiya. [1330 cihani_bilican] Silêmanî bêy gîrobûn destê xwe avîte serê kavirê birîndar û xencer li hewka wî helsût. [1331 cihani_bilican] Bû fîşqîna xûnê û peşkiya pêsîra zinarî; kaviri dest û piyên xwe lev dan, pêş da bi lez lingên xwe li keviran disût. [1332 cihani_bilican] Lê paşê berebere sist bû. [1333 cihani_bilican] Berebere ew çirçirandina bû lerzeke sivik. [1334 cihani_bilican] Hêdî hêdî ew lerizîna jî kêm bû. [1335 cihani_bilican] Silêmanî hêdîka serê kaviri li ser piştê da tewand û xencer li îlika wî da. [1336 cihani_bilican] Îlka wî jenî. [1337 cihani_bilican] Gava ko xencer gihîtşe îlika kaviri, kaviri xwe çirçirand. [1338 cihani_bilican] Lingên xwe li keviran sût. [1339 cihani_bilican] Silêmanî xwe li ser da avît. [1340 cihani_bilican] Lê kaviri dîsan jî xwe çirçirand. [1341 cihani_bilican] Hindik mabû, ko Silêman li ser seri li zinarî da jor da bihata. [1342 cihani_bilican] Bi lez kavir berda û xwe paş da kişand. [1343 cihani_bilican] Xûn hê jî li uskura kaviri ya jêkirî dikişiya. [1344 cihani_bilican] kaviri hê jî dest û piyên xwe lev disût. [1345 cihani_bilican] Silêman li pişt cendekê kaviri kundkî rûnişt û bêhna xwe berda û li candana kaviri nihêrî. [1346 cihani_bilican] Herçend ko kavir lap sar bibû jî, lê hê jî rehên uskura wî davîtin. [1347 cihani_bilican] Xûn hêdî û hindik ji wan rehana ra dikişiyan. [1348 cihani_bilican] Gava ko Silêmanî dît, êdî can li cendekê kaviri da nemaye, xwest ko ewî li ber xwe va bike û bibe ser kaniyê, lê cendekê kaviri gir û giran bû. [1349 cihani_bilican] Silêmanî nikarî ew li ber xwe va bikira û bibira binê zinarî. [1350 cihani_bilican] Bi neçarî hêdîka ew li zinarî da daliqand û bi hemmet jor da berda binê zinarî. [1351 cihani_bilican] Cendek bi du, sê teqlan girêlî binê zinarî bû. [1352 cihani_bilican] Silêman li rêka ko tê ra hatibû, li pişt zinarî ra zivirî û hate ser cendekê kaviri ra rawesta. [1353 cihani_bilican] Destên wî ta gîzekê bibûn xûn. [1354 cihani_bilican] Xencera wî jî hema wisan li desti da bû. [1355 cihani_bilican] Tavê li xencera xûnavî dida û xencerê sorîva dibiriqand. [1356 cihani_bilican] Qafreş jî çû pêsîra zinarî û ew xûna rijiyayî bi dil û can alast. [1357 cihani_bilican] Paşê dûlka xwe da ser milên xwe û durust li wî cîhê ko Silêman tê ra peya bibû, jor da hate bal Silêmanî. [1358 cihani_bilican] Silêmanî devê xencera xwe pê hiriya sîngê kaviri paqij kir. [1359 cihani_bilican] Milên xwe ta anîşkan veda. [1360 cihani_bilican] Dest avîte cendekê kaviri, ew ber bi avê kişand. [1361 cihani_bilican] Silêmanî serê kaviri ji cendeki cuda kir. [1362 cihani_bilican] Paşê uskura kaviri da ber ava kaniyê û pak şoşt. [1363 cihani_bilican] Xûna kaviri têkelî ava kaniyê bû û berjêr ber bi binê newalê şûlikî. [1364 cihani_bilican] Li dû ra cendekê kaviri kûşkê ji kaniyê dûr xist û nikilê xencera xwe li sîngê kaviri ra kir û postê wî qelaşt. [1365 cihani_bilican] Postê kaviri çir bû. [1366 cihani_bilican] Bi zorê dihate guranê. [1367 cihani_bilican] Lê Silêmanê kirarî xencer li nîveka goşt û posti da çik kir û ew ta ser gunikan qelaşt. [1368 cihani_bilican] Piştî hînga bi serên tiliyên xwe post dest kir. [1369 cihani_bilican] Ta kavir kevil kir, li xûyê da vema. [1370 cihani_bilican] Bi her cureyî bû, kavir bi ser û ber û rêk û pêk gura. [1371 cihani_bilican] Nehîşt pirtiya nujguroyi li ser posti da here. [1372 cihani_bilican] Piştî wê hindê ko cendek lap ji kevili cuda kir, kevil li bin cendeki da rast kir û pê nikilê xencera xwe zikê kaviri dirand. [1373 cihani_bilican] Bû fişîna hûrê kaviri avîte derva. [1374 cihani_bilican] Silêmanî bi hemmet dil û hinav û hûr û pizûrên kaviri ji nav zikê wî kişande derê. [1375 cihani_bilican] Wisan bi hemmet kişand, nehêla pirtiya kirs û kewalê birije ser cendeki. [1376 cihani_bilican] Qafreş jî li pêşberî wî li ser herdu leman ketibû. [1377 cihani_bilican] Çûr mabû li destên wî dinihêrî. [1378 cihani_bilican] Gava ko Silêmanî hûr û pizûr li nav zikê kaviri deranî, Qafreşi dora devê xwe alast û hêdîka kire kûstîn. [1379 cihani_bilican] Silêmanî gotê: [1380 cihani_bilican] »Bihêle, ezê niha para te jî bideme te.« [1381 cihani_bilican] Îca paşê pê xencera xwe dil, herdu gurçik, cerg, pişik, patireşk, hûr û hindek jî ji rûdiya zirav ji yên dî veqetand û danî layekî. [1382 cihani_bilican] Her çî yê mayî jî hema wisan bi gild û gemarê va avîte ber Qafreşi û gotê: [1383 cihani_bilican] »Hanê eva ji te ra pêşxord, ca tu hê ava devê xwe birijîne, emê paşê jî te çav ra bikin.« [1384 cihani_bilican] Qafreşi qîlên xwe li doran û pizûran da çik kir û ew wê da rakêşa. [1385 cihani_bilican] Silêmanî jî hêdîka pişta xencera xwe pê hindek pûş û pelaşan paqij kir. [1386 cihani_bilican] Pê xencerê zirav ji ser kezebê hilanî û wê da avît. [1387 cihani_bilican] Hûr hilda û çend gavan wêdatir çû biniya avê. [1388 cihani_bilican] Pêş da bi destên xwe ew gild û gemar û ka û kuliyên ko diqewimî bi hûriki va zeliqîbin, paqij kir. [1389 cihani_bilican] Paşê devê hûriki hindekî fire kir û bi hemmet hûrik vacî kir û rêxa di hundirê hûriki da royî nav avê kir. [1390 cihani_bilican] Bêhna rêxa taze û çil û çirpî û gîhayên negewirandî, belawî hewa bû. [1391 cihani_bilican] Avê lê da ew rêx û gild û gemara hemû di gel xwe berjêr bir. [1392 cihani_bilican] Silêmanî hûr vergerande derva. [1393 cihani_bilican] Wisan hêdî û hemmet vergerand, nehîşt ko pirtiya rêxê bikeve nava hûriki. [1394 cihani_bilican] Li dû ra hûrik temîz şoşt û hanî, danî rex xwe û got: [1395 cihani_bilican] »Min paşê kar bi te heye.« [1396 cihani_bilican] Silêman ji dil û can keyfxoş bû. [1397 cihani_bilican] Bi fîtefît hat û li ser cendekê kûvî, yê gurayî ra rawesta. [1398 cihani_bilican] Kelîgoşt e. [1399 cihani_bilican] Mêjve ye, hindî ko ji malê derketiye, ne tenê dev li goşti nedaye, belkû xwereka germ jî dest nexistiye. [1400 cihani_bilican] Cendekê gurayî hema wisan li ber hewayê mabû. [1401 cihani_bilican] Silêmanî li dor û berên xwe nihêrî. [1402 cihani_bilican] Gwînî û êzing û qirş û qalan her der dabûne ber xwe. [1403 cihani_bilican] Bi lez dest bi berevkirina qirşik û êzingan kir. [1404 cihani_bilican] Bi berevkirina qirş û qalan ra li ber lêva xwe da istirana Erezo jî digot: [1405 cihani_bilican] Ha bi vî Erezî lo hurş e hay hurş e [1406 cihani_bilican] Ha bi vî xopanî lo hurş e hay hurş e [1407 cihani_bilican] Gel xwe wê tîne lo qalan û qirş e [1408 cihani_bilican] Memkê tolê lo sêvkoka tirş e [1409 cihani_bilican] Ha bi vî Erezî lo nale hay nal e [1410 cihani_bilican] Ha bi vî xopanî lo nale hay nal e [1411 cihani_bilican] Gel xwe wê tîne lo qirşan û qal e [1412 cihani_bilican] Memkê kiçkokê lo sêvkoka tal e [1413 cihani_bilican] Ha bi vî Erezî lo hurme hay hurm e [1414 cihani_bilican] Ha bi vî xopanî lo hurme hay hurm e [1415 cihani_bilican] Gel xwe wê tîne lo qalan û qurm e. [1416 cihani_bilican] Bermilek mezin ji qal û qurm û qirşikan berev kir. [1417 cihani_bilican] Qal û qurm li rex cendeki bi ser û ber li ser hevdu da hilcinî. [1418 cihani_bilican] Agirek hil kir. [1419 cihani_bilican] Li nava êzingan da çend şivikên zirav, ko li ber berf û baran û tavê qalçik avîtibûn, pê xencera xwe baş verot. [1420 cihani_bilican] Her çî qalçik û reşatiya ko bi wan va mabû, renî. [1421 cihani_bilican] Ew bi ser û ber hilû kirin. [1422 cihani_bilican] Paşê serên wan weke serên şîşikên kebaban tûj kir. [1423 cihani_bilican] Çû li ber ava kaniyê selekî biçûk li nav selan da bijart û temîz şoşt û hanî danî rex cendeki. [1424 cihani_bilican] Li rex cendeki rûnişt û pêş da kezeb û pişik danî ser wî tatî û pê xencerê baş vexist û pirtî pirtî kir. [1425 cihani_bilican] Li dû ra ew pirtikana yekoyeko li şivikan xist. [1426 cihani_bilican] Pêş da şîşikên kezebê danî ser agirê kozîgirtî. [1427 cihani_bilican] Xûnaveyek reş ji kezebê dilopî ser agirê kozîgirtî kir û dûkelek çivir ji koziyê quloz bû. [1428 cihani_bilican] Silêmanî kolozê xwe da destê xwe û hêdîka bi kolozê xwe bayî agiri kir. [1429 cihani_bilican] Agir geş bû û çizeviz bi kezebê ket. [1430 cihani_bilican] Li demekê da xûna wê mirçiqî. [1431 cihani_bilican] Kiz li ser ket û berebere sor bûn. [1432 cihani_bilican] Silêmanî hebana xwe li erdê raxist û şîşkên kezeba sorbûyî li ser agiri rakir û serên wan yek alî danî ser hebanê û pê paniya destê xwe kezeba sorbûyî şiqitande ser hebanê. [1433 cihani_bilican] Bêhneke xweş ji patîlokan rabû. [1434 cihani_bilican] Bi gef û gur patîlok kişande ber arû û piriyên xwe. [1435 cihani_bilican] Li demeke kurt da ewan he wisan germegerm hulpuf kir. [1436 cihani_bilican] Piştî hepişandina patîlokan rabû û çend êzingên dî jî danî ser agiri û agir gur kir. [1437 cihani_bilican] Vêca şîşkên pişikê danî ser koziyê. [1438 cihani_bilican] Li ber guriyên koziyê av û kef li ser pişkê ket û berebere ava wê jî mirçiqî û hêdêhêdî rû girt û hişk bû. [1439 cihani_bilican] Dema ko pişik lap hişk bû, ew li ser koziyê rakir û dîsan wekî pêş da pê paniya destê xwe ew jî şiqitande ser hebanê û ew jî hepişand. [1440 cihani_bilican] Vêca dilik û herdu gurçik baş û bi ser û ber vexist û li şîşikan xist û danî ser koziya agiri. [1441 cihani_bilican] Patireşk jî hema nevexistî danî ser berekî û ber rakir û danî rex agiri. [1442 cihani_bilican] Herdu hêlikên kaviri jî vexist û danî rex patireşkê. [1443 cihani_bilican] Vêca dilik û gurçik vî alî, wî alî li ser agiri da vergerand. [1444 cihani_bilican] Pêş da avek tevî xûnê jê kişiya. [1445 cihani_bilican] Li dû ra don li ser ket. [1446 cihani_bilican] Don li ser koziyê da dinuqutî û dûkeleke çivir ji koziyê radibû. [1447 cihani_bilican] Li qasekê da dilik û gurçik jî baş sor bûn. [1448 cihani_bilican] Silêmanî ew jî bînanî cara pêşîn pê paniya destê xwe şiqitande ser hebanê û kişande ber didanên xwe. [1449 cihani_bilican] Silêmanî nîvê dilkê xwaribû, taze pê hesiya, ko goşt keliye. [1450 cihani_bilican] Yê li wî çiyayî da xoyê ji kê derê bihaniya. [1451 cihani_bilican] Xwe ji xwe ra got: [1452 cihani_bilican] »Goştê peza kûvî hema şît e. [1453 cihani_bilican] Xwyê heba jî, hema yê dîsan şît ba.« [1454 cihani_bilican] Li wê navê da Qafreş zivirî ba wî. [1455 cihani_bilican] Limbozê Qafreşi li xûnê û gemarê da mabû. [1456 cihani_bilican] Silêmanî nîvê dilkê ew layê reh û pehan ko wisan baş nepijiyabû, avîte ber Qafreşi. [1457 cihani_bilican] Qafreşi dilka nîvpijiyayî hepişand. [1458 cihani_bilican] Li dû ra Silêmanî patireşk jî ko li ber agiri hişk bibû, nîvê wê xwar û nîvê dî jî avîte ber Qafreşi û pê pişta destê xwe devê xwe paqij kir. [1459 cihani_bilican] Herdu hêlik jî hê li ser keviri, li rex agiri mabûn û rengê wan qimer bibûn. [1460 cihani_bilican] Silêmanî ewan jî li ser beri hilanî û danî ser hebanê û vî alî wî alî li ber hewayê xist, ta ko zû sar bibin. [1461 cihani_bilican] Dema ko hulmegulma wan kûşkê kêm bû, ewan jî hepişand û pêstik û reh û pehên wan jî avîte ber Qafreşi. [1462 cihani_bilican] Li dû ra rabû ber bi cendekê kaviri, ko hema wisan li ber hewayê servekirî mabû, çû. [1463 cihani_bilican] Tava buharê li goşti dabû û mirovî hemmanê dizanî, ko rûyê cendeki tişteke qerçimiye. [1464 cihani_bilican] Silêmanî devê xencera xwe li kefa destê xwe sût. [1465 cihani_bilican] Te digot qey dixwaze pê kefa destê xwe xencera xwe tûj bike. [1466 cihani_bilican] Hema wisan ko xencer li desti da bû, bû fîtefîta wî û li ber cendeki rûnişt. [1467 cihani_bilican] Kevil li jêr cendeki da baş vekir. [1468 cihani_bilican] Cendek bi xencerê tîştîşî kir. [1469 cihani_bilican] Hestiyên kaviri gir û bitew bûn. [1470 cihani_bilican] Pê xencerê nedihatin işkandinê. [1471 cihani_bilican] Silêmanî cendek hema li gehikan da hûr kir. [1472 cihani_bilican] berebere goştê gehkirî li ser kevilê kaviri bû qûç. [1473 cihani_bilican] Piştî geh gehî kirina cendeki, rabû hûrik hanî û li ber kevilê kaviri danî. [1474 cihani_bilican] Ew goştê gehkirî, yek bi yek li hûriki da cî kir. [1475 cihani_bilican] Pêş da bawer nedikir, ko ew goşta hemûyê di hûrkê kaviri da cî bibe. [1476 cihani_bilican] Lê hûrik bînanî lastîkê vedikişiya. [1477 cihani_bilican] Ji ser û pêpik û çend hestikên rûte pîl û parestûyan pêve, ko Silêmanî bi xencerê goştê wan jê simitandibû, tewawî cendeki li hûriki da cî bû. [1478 cihani_bilican] Silêmanî ew rûdiya zirav ko pêş da şoştibû û li ber dest hêlabû, ser xwe da kişand û rûdî weke kindirekî li dora devê hûriki aland û devê hûriki pê wê rûdiyê baş û bi ser û ber girêda û bi darikekî li jîkê da. [1479 cihani_bilican] Wisan li jîkê da, ko bêhin li be ra dernediket. [1480 cihani_bilican] Devê hûriki te digot qey hate piçêt kirinê. [1481 cihani_bilican] Hûrikê goşti danî ser xîzê û kevilê kaviri lê wer kir. [1482 cihani_bilican] Rabû çend kevir jî vî alî, wî alî danî ser kojên kevili. [1483 cihani_bilican] Paşê teviziyên xwe rast kir û li rex kevili xwe li ser taqa piştê velezand. [1484 cihani_bilican] Danê nîvro bû. [1485 cihani_bilican] Tava buharî zeliqandibûyê. [1486 cihani_bilican] Tav kete çavên wî. [1487 cihani_bilican] Destên xwe da ber çavên xwe. [1488 cihani_bilican] Hema wisan li ser piştê tiştekexurmaş bû. [1489 cihani_bilican] Paşê bi qîjîna sîsark û qertelan ra çavên xwe vekir. [1490 cihani_bilican] Çend sîsark û qertelên gir û gevde li raserî serê wî ger lêdidan. [1491 cihani_bilican] Qertel û sîsarkan bêhna goşti kiribûn. [1492 cihani_bilican] Xwe ji xwe ra got: [1493 cihani_bilican] »Hema rast e, ko dibêjin baldarên beratê li bin pîlên xwe dinihêrin û dizanin, ka li kêderê cendek heye. [1494 cihani_bilican] Evan çawa zanîn ko vê gavê li vê derê cendek ketiye? [1495 cihani_bilican] Evan çawa bêhna goşt û xûnê dibêhnin lo!?« [1496 cihani_bilican] Bawûşkek hatê. [1497 cihani_bilican] Teviziyên xwe rast kir. [1498 cihani_bilican] Bû qirpeqirpa parestûyên wî. [1499 cihani_bilican] Li erdê rabû. [1500 cihani_bilican] Li dewir û berên xwe mêze kir. [1501 cihani_bilican] Her alî tijî dar û êzing û qirş û qal bû. [1502 cihani_bilican] Dest pê kir êzing berev kir. [1503 cihani_bilican] Bermil bermil êzing li rex kevilê kaviri da komî ser hev kir. [1504 cihani_bilican] Bi berevkirina qurmikan ra istirana Qurmilo ket bîrê. [1505 cihani_bilican] Li ber lêva xwe da mizmizand: [1506 cihani_bilican] Qurmil qurmilo darmilo Darmil qurmilo qurmilo Qurmil qurmikê van daran Qurmil êzingê wan yaran Qurmil qurmilo qurmilo Darmil qurmilo qurmilo Qurmil qurmikê kezvanan Qurmil qurmilo qurmilo Qurmil êzingê şivanan Qurmil qurmilo qurmilo Qurmil qurmikê wan gîzan Qurmil qurmilo qurmilo Darmil darmilê payîzan Qurmil êzingê wan qîzan... [1507 cihani_bilican] Li berojê himber, gwînî qolqolî bibûn. [1508 cihani_bilican] Gwînîzere, gwînîreşe, gwînîhespe û gwînîpişîkên ko her yek wekî cendekê pezekî bûn. [1509 cihani_bilican] Silêmanî xwe gîhande beroji û li her celebê gwîniyan du, sêkek pê xencera xwe li binî da birî. [1510 cihani_bilican] Paşê gwînî danî ser hev û weke kişrê li dû xwe ra kirkaş kir û hanî li rex goşti weke gizreyekê li ser hevdu da hilcinî. [1511 cihani_bilican] Bêhna xwe veda. [1512 cihani_bilican] Li dû ra, li rex gwîniyan pê pozka xencera xwe korikek veda. [1513 cihani_bilican] Erd xîzelan bû. [1514 cihani_bilican] Bi sanahî dihate kolanê. [1515 cihani_bilican] Korikek bi beratî û kûratiya sê, çar bihostan kola. [1516 cihani_bilican] Li nav tatên li rex zinarî da tatekî tenik angorî binê korikê bijart. [1517 cihani_bilican] Tat li binê korikê da ediland. [1518 cihani_bilican] Hûrikê goşti li bin kevili deranî û danî ser tatê li binê korikê da. [1519 cihani_bilican] Wisan danî, ko nîvê hûriki li erdê da û nîvê dî jî li derva mabû. [1520 cihani_bilican] Li dû ra ew xîza ko li korikê deranîbû, rijande dora hûriki. [1521 cihani_bilican] Tatekî biçûk jî danî ser devê hûriki û kevirek jî danî ser wî tati û dîsan ew xîza ko ji korikê deranîbû, li dora hûriki berev kir û xîz li ser hûriki kire qûç. [1522 cihani_bilican] Wisan bi ser û ber xîz li dora hûriki berev kir, ko çi ciyê hûriki vekirî nema. [1523 cihani_bilican] Vêca pêş da gwînîreşeyek danî li ser devê hûriki yê bi xîzê vepoşandî û li dû ra qirş û qal û qurm û êzing li ser wî gwîniyî da hilcinî û agirek hil kir. [1524 cihani_bilican] Li qasekê da alavan gwînîreşe nav hev da girtin û ber bi hewa bilind bûn. [1525 cihani_bilican] Silêmanî kelên ji dest xwe neda û berebere êzing li agiri zêde kir û wekî gizreyekê ardû li ser agiri hilcinî. [1526 cihani_bilican] Qîrçeqîrç bi ardûyan ketibû. [1527 cihani_bilican] Agir li hev siwar dibûn û guriyên wî du, sê riman bilind dibûn. [1528 cihani_bilican] Gava ko agir baş gur bû, Silêman du, sê gezan dûrî agiri rawesta û xerîkî temaşa leyz û dîlana alavan bû. [1529 cihani_bilican] Bi bilindbûna guriyên agiri ra Silêmanî li ber lêva xwe da got: [1530 cihani_bilican] »Ev jî agirê Newrozê. [1531 cihani_bilican] Ev jî agirê pîroz.« [1532 cihani_bilican] Bi vê gotinê ra Sersal û Newroz û gurikên Sersalkê hatin bîra wî. [1533 cihani_bilican] Hemû salê bi gihîştina Newrozê ra, tevî giştî genc û law û ahil û cahilên gundi li qûça pêşberî malan agirê Newrozê hil dikir. [1534 cihani_bilican] Lê îsal li roja Newrozê da jî li mal da nemabû. [1535 cihani_bilican] Dizîva bi berhana nêçîrê ji mal derketibû. [1536 cihani_bilican] Ewî nexwestibû li wê roja pîroz da çavên wî bi şermezarî li nav çavên kes û karên wî bikeve. [1537 cihani_bilican] Heylo piştî vegeriyanê jî qet li wê barê da çi tişt ji kesî nepirsîbû. [1538 cihani_bilican] Xwe ji xwe ra got: [1539 cihani_bilican] »Gelo îsal jî agirê Newrozê wekî her sal hil kirin?« [1540 cihani_bilican] Paşê bixwe bersiva xwe da: [1541 cihani_bilican] »Bêguman! [1542 cihani_bilican] Agirê Newrozê nîşana me ya netewî ye. [1543 cihani_bilican] Bêgotin niha agir wekî her sal hil kirine. [1544 cihani_bilican] Kurd bêy Newroz û bêy agirê Newrozê neşên bijîn.« [1545 cihani_bilican] Îca paşê dîlan û govenda genc û law û qîz û bûkan, ya li dora agirê Newrozê û geriyana gencên çav li xwe li ser banan û rijandina avê li ser kulekan, şayî û keyfxoşiya gel û komelê li wê roja pîroz da anî bîra xwe. [1546 cihani_bilican] Dilê wî şewitî. [1547 cihani_bilican] Lê guregura guriyan û qirçeqirça êzingan bala wî li ser xwe da rakişandin. [1548 cihani_bilican] Li alavan mêze kir. [1549 cihani_bilican] Alav li hevdu siwar dibûn û lev dialiyan û ber bi hewa quloz dibûn û dîsan li ser erdê da ditewiyan. [1550 cihani_bilican] Tava derbuharê berebere ber bi rojava dişûlikî, ko agirê li ser hûriki ji gurî ket. [1551 cihani_bilican] Qurm û kotik û êzingan kozî girtibûn. [1552 cihani_bilican] Pilotên qurm û daran sor bibûn. [1553 cihani_bilican] Silêman ji cî rabû. [1554 cihani_bilican] Ew pilotane hemû li dora hûriki berevî ser hev kir. [1555 cihani_bilican] Bixwe jî li rex koziya agiri xwe li ser taqa piştê dirêj kir. [1556 cihani_bilican] Nermebayekî divizandê. [1557 cihani_bilican] Neremebayekî weke bayê bilûrê lêdida û ew pilotên kozîgirtî, geş dikir. [1558 cihani_bilican] Silêmanî tişteke xwe ber bi agiri rakêşa û guçkê xwe li agiri û li hûrikê goşti dagirt. [1559 cihani_bilican] Baş dibihîst. [1560 cihani_bilican] Qirmeqirma goşti bû, ko li hûriki da diqeliya. [1561 cihani_bilican] Te digot qey sîtilek zeng tijî goşt kirine û diqelînin. [1562 cihani_bilican] Piştî demeke xurt ji cî rabû. [1563 cihani_bilican] Pê darekî ew rejû û pilotên li ser hûriki, da aliyekî. [1564 cihani_bilican] Li dû ra pê gwînîpişîkekê ew argîn û xweliya li ser hûriki gêzî kir û baş vemalt. [1565 cihani_bilican] Germayeke tund ji libên xîza daxbûyî radibû. [1566 cihani_bilican] Libên xîzê wekî pilotên agiri sor bibûn. [1567 cihani_bilican] Piştî demekê xîza li ser hûriki sar bû. [1568 cihani_bilican] Silêmanî ew xîz pê darekê bi hemmet li ser hûriki, da aliyekê. [1569 cihani_bilican] Hûrik li bin xîzê da sor bibû. [1570 cihani_bilican] Li dû ra ew kevir û selê li ser devê hûriki jî pê darikan rakir û vêda da. [1571 cihani_bilican] Paşê pê kojê şûtka xwe bi devê hûriki ra girt û du, sê caran hêdîka ew ji cî qilqiland. [1572 cihani_bilican] Gava ko hûrik ji cî leqiya, hêdîka hûrik ji nav xîzê da kişande der-va. [1573 cihani_bilican] Hûrik req û hişk bibû. [1574 cihani_bilican] Destê wî şewitî. [1575 cihani_bilican] Zû hûrik danî erdê. [1576 cihani_bilican] Xwe rast kir. [1577 cihani_bilican] Li dora xwe nihêrî. [1578 cihani_bilican] Qafreş wêdatir li ser leman ketibû. [1579 cihani_bilican] Silêmanî li dora hûrik ra dest bi pêgermokan kir. [1580 cihani_bilican] Li dora hûriki ra bû turik. [1581 cihani_bilican] Hat û çû. [1582 cihani_bilican] Da ko zanî hûrik hindekî sar bûye, hate li rex hûriki kundkî rûnişt. [1583 cihani_bilican] Xencera xwe li ber pişta xwe ji kalani deranî. [1584 cihani_bilican] Pê xencerê rûdiya devê hûriki ko wekî kindirekî req bibû, birî. [1585 cihani_bilican] Gava ko rûdiya devê hûriki hate birînê, ew kaş kir û ji devê hûrik vekir, bi vebûna rûdiyê ra bû fîşqîna don û rûn tevî hulmeke çivir ji devê hûriki ra avîte derva. [1586 cihani_bilican] Hindik mabû hulm û donê dax ser û çavên wî bişewitanda. [1587 cihani_bilican] Lê baş bû, ko bi vebûna devê hûriki ra serê xwe paşda da. [1588 cihani_bilican] Piştî kişiyana hulmê ji devê hûriki, hûrik kûşkê sar bû. [1589 cihani_bilican] Vêca Silêmanî bi destê xwe devê hûriki fire kir û xencera xwe li gehikeke goştê sorbûyî ra kir û bi rakêş ji hûriki kişande derva. [1590 cihani_bilican] Goşt li hûriki da baş qeliyabû û sor bibû. [1591 cihani_bilican] Dest bi xwarinê kir. [1592 cihani_bilican] Gehikên sorbûyî bi dilbijiyaneke sosret û bi mirçemirç dida ber arû û piriyan û bi lez digemirand. [1593 cihani_bilican] Nîvê goştê di hûriki da xwar. [1594 cihani_bilican] Hindek jî avîte ber Qafreşi. [1595 cihani_bilican] Gava ko lap têr bû, dîsan derê hûriki girêda û kevilê kaviri kişande ser. [1596 cihani_bilican] Vêca ser û piyên kaviri hema wisan bi post va kire nav agiri. [1597 cihani_bilican] Bêhna kozûrekê axar da ber xwe. [1598 cihani_bilican] Dûkeleke çivir ji koziyê quloz bû. [1599 cihani_bilican] Li ber koziya agiri hebana xwe da ber serê xwe û hema wisan servekirî xwe li ser taqa piştê dirêj kir. [1600 cihani_bilican] Nermebayekî sivik divizandê û pirûsk ji koziya agiri radikir. [1601 cihani_bilican] Çavên wî giran bûn û hêdî hêdî çûne ser hev. [1602 cihani_bilican] Baldara xewê ew ji vê cîhanê ber bi cîhana pan û berîn û bêsînore xewin û xiyalan rakêşa. [1603 cihani_bilican] Hînga serê xwe rakir û dîna xwe dayê çi, istêrên esmani leplepî bûne. [1604 cihani_bilican] Her istêrek bînanî fenerekê diteyîse. [1605 cihani_bilican] Hewa sar bûye. [1606 cihani_bilican] Cîhan wisan reş û tarî bûye, ko mirovî li ber piyên xwe nabîne. [1607 cihani_bilican] Pilotên rejûyê û koziya daran vemirîn e. [1608 cihani_bilican] Teviziyên xwe rast kir. [1609 cihani_bilican] Qolinca xwe işkand. [1610 cihani_bilican] Qirpeqirp li pişta wî ket. [1611 cihani_bilican] Rabû ser piyan. [1612 cihani_bilican] Ser û pê li nav rejûya vemirî deranî. [1613 cihani_bilican] Ser û pê şewitîbûn. [1614 cihani_bilican] Bi dest jêrçena kaviri jev vekir. [1615 cihani_bilican] Pê xencerê zimanê kaviri jê kir. [1616 cihani_bilican] Hindek kire devê xwe. [1617 cihani_bilican] Lê xweş nehat. [1618 cihani_bilican] Ser û pêpikên şewitî hema wisan avîte ber Qafreşi. [1619 cihani_bilican] Qafreş li ser û pêpikan ba ket. cihani_bilican] [1620 cihani_bilican] Silêman jî pişta xwe şidand. [1621 cihani_bilican] Dorlaqên xwe qişt kirin. [1622 cihani_bilican] Çarixên xwe li piyên xwe da wî alî, vî alî birin û anîn û li piyên xwe da rast û qişt kirin. [1623 cihani_bilican] Kewanê xwe avîte milê xwe. [1624 cihani_bilican] Tîrdanka xwe li ser milê xwe da ediland. [1625 cihani_bilican] Destê xwe avîte hûriki û devê wî vekir. [1626 cihani_bilican] Paşê devê hebana xwe jî vekir. [1627 cihani_bilican] Çend gehikên goşti li hebana xwe da cî kir. [1628 cihani_bilican] Gehikekî mezin jî da destên xwe. [1629 cihani_bilican] Hema wisan ser piyan li gehiki ba ket û xerîkî xwarinê bû. [1630 cihani_bilican] Binê hûrik da hindek qelî mabû. [1631 cihani_bilican] Hûrik bi wê qeliyê va avîte ber Qafreşi. [1632 cihani_bilican] Qafreşi hûrik kişande nav lemên xwe û da ber qîlan û kirekir pê xist. [1633 cihani_bilican] Pêş da goşt vehêra. [1634 cihani_bilican] Li dû ra ew hestikên gehgehî kirî, da ber didanên xwe yên kursî û heçê kurûmîtkên ko pê va mabû jî, koşt. [1635 cihani_bilican] Kevilê kaviri jî li wê derê mabû. [1636 cihani_bilican] Silêman li ber lêva xwe da got: [1637 cihani_bilican] »Ez çi bikim Sofî Xidir li vir nîne, ko ez posti bidimê bila ji xwe ra bidebixîne û hişk bike û bavêje milê xwe û xwe di postê kaviri da qude bike û li rex zomeyan bikeve...« [1638 cihani_bilican] Bi hanîna navê Sofî Xidiri ra bejin û bala sofî û kiriyarên wî hate bîrê. [1639 cihani_bilican] Sofî Xidir sofiyek ji sofiyên bajarokê wan bû. [1640 cihani_bilican] Ew yekî heledirêjî, raçandî û rûku bû. [1641 cihani_bilican] Ridêna wî dadikete ser navqeda wî. [1642 cihani_bilican] Her dem postekî kûviyan davîte navmilê xwe û gava ko dibû dema nivêjê, post ji navmilê xwe vedikir û li bin xwe radixist û berê xwe dida qublê û dest pê dikir û ji xudayê xwe ra nivêj dikir. [1643 cihani_bilican] Gava ko nivêja wî kuta dibû, tizbiyekî sed û yek lib ji berîka xwe derdixist û dest bi zikran dikir. [1644 cihani_bilican] Her çend ko sofî mirovîekî xudêtirs û bawermend bû, lê zaroyên wî berewajî wî hemû diz, quldur, rêbir, derewîn, komrevîn û hîlebaz bûn. [1645 cihani_bilican] Digotin kurên wî ne tenê nivêjkar û bawermend nînin, heylo diçin sexel û pezên xelkê jî didizin û dihînin li ber çavên sofî ser jê dikin û goştê wan dixwin. [1646 cihani_bilican] Pêş da sofî li wan qehirîbû. [1647 cihani_bilican] Lê berebere ewan sofî jî ji rê derxistibûn û kiribûn hevpişkê gunehên xwe. [1648 cihani_bilican] Digotin sofî dev li goştê diziyê nade, lê avegoşt û îşkena qeliya pezê diziyê noşî giyan dike. [1649 cihani_bilican] Gava ko xelkê bigotana sofî; ne tu sofî û nivêjkar î! [1650 cihani_bilican] Ev çi yeke ko zaroyên te dikin? [1651 cihani_bilican] Sofî dest bi nifiran dikir û digot: [1652 cihani_bilican] »Ez çi bikim Xudê belaya xwe bide wan mifirdiyên min. [1653 cihani_bilican] Ez pê nikarim, lê Xudê pê bikare.« [1654 cihani_bilican] Xelkê jê dipirsîn: [1655 cihani_bilican] »Başe sofî lê tu çima goştê pezên diziyê dixoy!?« [1656 cihani_bilican] Sofî dest bi sûnd û bersûndikan dikir û digot: [1657 cihani_bilican] »Devê min bi goştê diziyê nakeve. [1658 cihani_bilican] Her tenê ez avegoştê vedixom. [1659 cihani_bilican] Ma hûnê avê jî ji min ra berbend bikin. [1660 cihani_bilican] Ava xudêye. [1661 cihani_bilican] Av ko naherime. [1662 cihani_bilican] Lê ma ezê devê xwe girê bidim!? [1663 cihani_bilican] » [1664 cihani_bilican] Bi vê bîreweriyê ra li ber lêva xwe da keniya û postê kaviri cî da hêla. [1665 cihani_bilican] Her çend ko hewa tarî bû, lê li tarîtiyê da karê rê kir. [1666 cihani_bilican] Xwe tev pêça û gazî Qafreşi kir. [1667 cihani_bilican] Lê nizanîn yê kî alî da herin. [1668 cihani_bilican] Li hewa nihêrî. [1669 cihani_bilican] Hewa tarî, lê es-man sayî û piristêr bû. [1670 cihani_bilican] Di wê demê da istêrek rijiya û bînanî şûrekî zîvîn sîngê esmani qelaşt û li wî alî çiyan da li ber çavan bezir bû. [1671 cihani_bilican] Silêmanî xwe ji xwe ra got: [1672 cihani_bilican] »Gelo eva istêrka bextê kê bû rijiya?!« [1673 cihani_bilican] Li dû gotina xwe ra xwest ko rê keve. [1674 cihani_bilican] Lê hewa hind tarî bû, ko li ber piyên xwe nedidît. [1675 cihani_bilican] Bîstekê rawesta. [1676 cihani_bilican] Çavên xwe kuskusand û guçkên xwe dagirt. [1677 cihani_bilican] Xuşîna avê bera wî li ser xwe da rakêşa. [1678 cihani_bilican] Xwe ber bi dengê avê kişand û di gel ava kaniyê jor da xwe ber bi binê newalê berda. [1679 cihani_bilican] Li serberjêri da bi pêxişk jorda diçû. [1680 cihani_bilican] Dengê aveke boş seha wî li ser xwe da rakêşa. [1681 cihani_bilican] We diyar bû ko ava kaniyê diçe tevî çemekî dibe. [1682 cihani_bilican] Terka ava kaniyê nekir û di gel wê li berjêri da şiqitî. [1683 cihani_bilican] Serberjêri gelekî kişand. [1684 cihani_bilican] Du, sê qelûnkêşan zêdetir kişand, ta ko gihîşte rastiyê. [1685 cihani_bilican] Hindî ko nêzîkî bi rastiyê dikir, hind diçû dengê avê bilind û bilindtir dibû. [1686 cihani_bilican] Ew û ava kaniyê tev giheştin rex çemekî giran Li her alî avên kanî û belekiyan tevî hev dibûn û dibûne çemekî boş. [1687 cihani_bilican] Li rex çemi ket û berjêr daket. [1688 cihani_bilican] Hurmehurma avê jê ra bibû rênîşander. [1689 cihani_bilican] Piştî demeke xurt seha tîhnîtiyê kir. [1690 cihani_bilican] Lê dizanî ko ev avana pişka zortir avên belekiyane. [1691 cihani_bilican] Avên şêlû û tevda gild û gemarin. [1692 cihani_bilican] Avên tev da lîl û herîn e. [1693 cihani_bilican] Avên lîlavîn e. [1694 cihani_bilican] Taze eger ev avan şêlo jî nebin, kêrî vexwarinê nayên. [1695 cihani_bilican] Tama lîl û heriyê ji wan tê. [1696 cihani_bilican] Bi hîviya peydakirina kaniyekê, kete rex çemi. [1697 cihani_bilican] Hurmîna çemi bû. [1698 cihani_bilican] Silêman hema wisan ketibû rex çemi û pêş da diçû. [1699 cihani_bilican] Qafreş jî li rex çemi ra ketibû çerxê. [1700 cihani_bilican] Goştê nêçîrê dema wî jî saz kiribû. [1701 cihani_bilican] Vî alî, wî alî bêhin hildida û erd pêkol dikir û li ser tûm û qolan da dimîst. [1702 cihani_bilican] Qafreşi ko hema wisan bêhin digerand, dakete binê kendalekî. [1703 cihani_bilican] Paşê dengê çelpeçelpa wî bera Silêmanî li ser xwe da rakêşa. [1704 cihani_bilican] Silêman ber bi çelpeçelpa Qafreşi çû. [1705 cihani_bilican] Dîna xwe dayê Qafreş waye li binê kendali da li ser leman ketiye û avê diçelpîne. [1706 cihani_bilican] Gava ko baş dîna xwe dayê, dît ko kaniyek waye li binê kendali da hildikele. [1707 cihani_bilican] Dakete binê kendali. [1708 cihani_bilican] Bîne ya xwe di ava kaniyê da dît. [1709 cihani_bilican] Bîneyên istêran jî li binê kaniyê da çavên xwe li wî diqirpandin. [1710 cihani_bilican] Xwar bû. [1711 cihani_bilican] Pê destên xwe pêşiya kaniyê veda. [1712 cihani_bilican] Demekê rawesta. [1713 cihani_bilican] Hindek av ji kaniyê kişiya. [1714 cihani_bilican] Paşê xwe li ser herdu destên xwe da avît û li ser çokan li ber avê teliya. [1715 cihani_bilican] Qurûyî avê bû. [1716 cihani_bilican] Du bêhnên xurt av vexwar. [1717 cihani_bilican] Aveke sar û tevizî bû. [1718 cihani_bilican] Li rex kaniyê kundkî rûnişt û bêhna xwe veda. [1719 cihani_bilican] Serê xwe bilind kir û li esmani nihêrî. [1720 cihani_bilican] Esman bînanî palaseke reş, ko pê gulmîrxên zîvîn neqişandibin, diçilvilî. [1721 cihani_bilican] Gijegija şevê bû. [1722 cihani_bilican] Demeke xurt li ser kaniyê rûnişt. [1723 cihani_bilican] Gelek av vexwaribû. [1724 cihani_bilican] Giran bibû. [1725 cihani_bilican] Zikê wî perçifîbû. [1726 cihani_bilican] Dixwest perça wî danê. [1727 cihani_bilican] Nizanî li kêderêye. [1728 cihani_bilican] Li bîr û hizran da cûm bibû. [1729 cihani_bilican] Geh li bara apê xwe da, geh li bara mîrê tazerabûyî da, geh li bara şivanê wê rojê û xelendorê wan û geh jî li bara nêçîra xwe ya duhî da dihizirî. [1730 cihani_bilican] Nişkava dengê kundekî hevo û firêtên bîr û hizrên wî jev pizirand. [1731 cihani_bilican] Ji cî rabû. [1732 cihani_bilican] Serçokên xwe dakuta û xwe qişt û qivrax kir û li ser kendalî ket û guhê avê ra girt û gazî Qafreşi kir û di gel avê berjêr bû. [1733 cihani_bilican] Hurmehurma avê û girmegirma piyên wan tevî hev bûn û li reşatiya şevê da wenda bûn. [1734 cihani_bilican] Kutaya meha Adarê ye. [1735 cihani_bilican] Her tenê li serê çiyayên bilind, kevî kevî berf maye. [1736 cihani_bilican] Berfê mêjve ye, ko xatirê xwe ji deştê ji banî û bêlanan xwestiye. [1737 cihani_bilican] Êdî vaye li banî û bêlanan da li cîhê berfê gul, giya, çîçek, kulîlk û pincarên cur be cur erd himêz kirine; kulîlkan li banî û bêlanan da dîlana buharê girtine. [1738 cihani_bilican] Silêmanî çiya hemû li pişt serê xwe ra hêlaye û daketiye deştê. [1739 cihani_bilican] Li dilê deştê da girikekî dombelî hilavîtiye. [1740 cihani_bilican] Silêman ber bi wî girikî şûlikî. [1741 cihani_bilican] Li ser giriki ket. [1742 cihani_bilican] Li bintara giriki da hindî çavan qeter dikir, deşteke vekirî bû, ko berve diçû. [1743 cihani_bilican] Silêman daliqiyayî daliqyayî li ser giriki ra berjêr ber bi deştê şiqitî. [1744 cihani_bilican] Deşt bînanî mafûreke Hawşarê rengrengî diçilvilî. [1745 cihani_bilican] Çemekî zirav li panatiya deştê da weke marekî zîvîn çivane dibû û ta çavan didît, li dilê deştê da lev digeriya û li binê deştê da li ber çavan wenda dibû. [1746 cihani_bilican] Nermebayekî divizandê û bêhina kulîlkên buharî belawî axaran dikir. [1747 cihani_bilican] Li ber bêhna kulîlkan mest û gêj bûye. [1748 cihani_bilican] Xwe li cîhaneke taze da dibîne. [1749 cihani_bilican] Li cîhana gul û sosin û kulîlkên rengareng da. [1750 cihani_bilican] Li cîhana reng û deng û saz û awazan da. [1751 cihani_bilican] Li her alî dengê qaz û quling û reşolekan, nalîna serkesk û şalûl û bilbilan, qebeqeba kewan û gimegima kotiran, qûtîna eluh û qîjîna qertel û nalîna dalaşan tê. [1752 cihani_bilican] Baldarên buharî refrefî bûne û li pêsîra deştê da, li rex avên kanî, gol, golmanc û rûbaran da lev digerin. [1753 cihani_bilican] Li bersîngê esmanê şîne bê binî da refên sîh û qaz û qulingan lev digerin û li nava gul û gîhayan da didanên û qolqolî dibin. [1754 cihani_bilican] Silêman li ber deng û sedayên curbecur mest û gêj û xêv û serxweş bûye. [1755 cihani_bilican] Gavekî rawesta û li temaşa suruştê da noqim bû. [1756 cihani_bilican] Vir da wê da mêze dikir. [1757 cihani_bilican] Li ber piyên xwe nihêrî. [1758 cihani_bilican] Pincarên cur be cur li ber piyên wî lev aliyabûn. [1759 cihani_bilican] Li damêna giriki li ser kevirekî ko bînanî kevirê bêriyê bû, rûnişt. [1760 cihani_bilican] Kûşkê bêhna xwe veda. [1761 cihani_bilican] Tava şîrogerme buharî zeliqandibûyê. [1762 cihani_bilican] Demeke xurt li ber tavê rûnişt. [1763 cihani_bilican] Hebana wî mêjve bû, ko vala mabû. [1764 cihani_bilican] Hebana wî mêjve bû, ko li xwazîka hindek nanên ker û kût da dinaliya. [1765 cihani_bilican] Qurequra zikê wî bû. [1766 cihani_bilican] Rabû ser xwe, dest pê kir, bînanî ajelan xerîkî çêrînê bû. [1767 cihani_bilican] Her çî pincarên xwarinê ko nas dikir, li her yekê hindek çinî û xwar. [1768 cihani_bilican] Li dû ra dest avîtê, tîrek ji tîrdanka xwe deranî û li ser çokan ket û çend alekok çinî. cihani_bilican] [1769 cihani_bilican] Alekokên gir û kizir. [1770 cihani_bilican] Alekokên ko çinîbû, yekoyeko danî ser kevirekî û bi kevirekî jî lêda û qalçikên wan jê vekir. [1771 cihani_bilican] Hindek alekok hema firix ji nav qalçikan derdiketin. [1772 cihani_bilican] Evan alekokên giheştî bûn. [1773 cihani_bilican] Ev alekokana wekî çeqalokên badaman kizir bûn. [1774 cihani_bilican] Şîrekî sipî wekî şîrê mîhan jê dinuqutî. [1775 cihani_bilican] Li ber lêva xwe da got: [1776 cihani_bilican] Alekokê pirçinê! [1777 cihani_bilican] Berdilka dilê minê! [1778 cihani_bilican] Min şureşur ketiye binê! [1779 cihani_bilican] Hatime halê mirinê... [1780 cihani_bilican] Îca bi xwendina vê helbestokê ra, li ber lêva xwe da keniya û got: [1781 cihani_bilican] »Kurê berfê dest ji te nakişîne. [1782 cihani_bilican] Ewê dîsan karê zemawendê bike.« [1783 cihani_bilican] Xwe ji xwe ra dipeyivî û li rewşa xwe dikeniya û pincar vedihêra. [1784 cihani_bilican] Piştî xwarina pincar û alekokan li nav gul û sosin û mêrg û çîmenan ra da rê. [1785 cihani_bilican] Li nav rengên curecure da pêş da çû. [1786 cihani_bilican] Ta roja îro ev hemû reng weha li ciyekî da li rex hevdu nedîtibû. [1787 cihani_bilican] Li temaşa gul û kulîlkan da cûm bibû. [1788 cihani_bilican] Bo demekê hemû tişt ji bîr kir. [1789 cihani_bilican] Giheşte terazinekê. [1790 cihani_bilican] Mamsosinan li nava terazinê da ustuyên xwe li ser hevdu da xwar kiribûn û li nava terazinê da bijiqîbûn pincarçinên navça wan hate bîrê. [1791 cihani_bilican] Dema buharê ko pincarçinên navça wan diçûne pincari, bêy mamsosin ji çolê nedizivirîn. [1792 cihani_bilican] Keç û bûkên pincarçin ev mamsosinan çepikçepikî girêdidan û li ber xavik û girdêle yan jî li ber şûtikên xwe da dadiçikandin. [1793 cihani_bilican] Yan jî li ber sîng û pêsîrên xwe ra dikirin. [1794 cihani_bilican] Bi van bîreweriyana ra dest pê kir, çend mamsosin çinî û da ber difina xwe û pir bi dil bêhn kir. [1795 cihani_bilican] Bêhna mamsosinan ew mest û gêj kir. [1796 cihani_bilican] Li nava gul û çîçek û giyayên levgeriyayî da lev digeriya, ko dengê seqan ew li nav deriyaya xewin û xiyalan da deranî. [1797 cihani_bilican] Qafreşi dêla xwe kiribû nav lingên xwe û xwe avîtibû pişt wî. [1798 cihani_bilican] Silêmanî dîna xwe dayê çi, du, sê se bi rev, ber bi wan direyên û tên. [1799 cihani_bilican] Seqan dêla xwe dabûne ser milên xwe û girmegirm ji binê piyên wan dihat. [1800 cihani_bilican] Silêmanî gurzê xwe ji bin kewşê xwe derxist. [1801 cihani_bilican] Lê dengekî ko gazî seqan dikir, se li ser wan, da zivirandinê. [1802 cihani_bilican] Seqan erd pêkol kirin û bi rewterewt ber bi xûyê dengî zivirîn. [1803 cihani_bilican] Se li wan dûr diketin, ko dengedengê bera Silêmanî li ser xwe da rakêşa. [1804 cihani_bilican] Silêman li ser milê xwe yê rastê da zivirî. [1805 cihani_bilican] Kulotekî bînanî dîwaran sûrmil kişandibû. [1806 cihani_bilican] Ber bi wî kulotî meşî, li ser wî kulotî ket. [1807 cihani_bilican] Gava ko li ser kulotî ket, dîna xwe dayê, zomeyeke giran vaye li besta pişta kuloti da daniye û li binê bestê da berve çûye. [1808 cihani_bilican] Hejmara istêrên esmanan heye, lê hejmara xîvetan tuneye. [1809 cihani_bilican] Xîvet li ber hev ra bi rêk û pêkiyeke balrakêş li pêsîra deştê ra dest pê dibûn û ber bi binê rastiyê diçûn. [1810 cihani_bilican] Ser û binê zomê bi hev va nedihate xûyanê konên reşe erebî û xîvetên sipîçîl weke kuvarkan der û deşt dabûne ber xwe. [1811 cihani_bilican] Naweya li nîveka wî û konan da gelek bû. [1812 cihani_bilican] Li qasekê da ew naweya rapîva û xwe gîhande nêzîkiya konan. [1813 cihani_bilican] Seyên malan bi dîtina mirovekî nenas ra, ko seyekî ji weş ketî jî dabû dû xwe, hêriş birin ser wan. [1814 cihani_bilican] Seqan li qasekê da xwe bi wan ra gîhandin. [1815 cihani_bilican] Silêmanî dîsan weke caran gurzê xwe ji bin kewşê xwe deranî û xwe û Qafreş ji devên seqan parast. [1816 cihani_bilican] Dengek ji nav konan hat, ko gazî dikir: [1817 cihani_bilican] »Kuro nehêlin! [1818 cihani_bilican] Seqan ew rêvîngê hane belaw kirin! [1819 cihani_bilican] » [1820 cihani_bilican] Di gel wî dengî ra, du, sê kes bi hev ra ji nav konan derketin û xwe bi rêvîngi ra gîhandin û xwe dane pêşiya seqan û Silêman û Qafreş ji nav lep û çengên seqan rizgar kirin. [1821 cihani_bilican] Ew mirovane weha mat mabûn, li Silêmanî dinihêrîn. [1822 cihani_bilican] Xortekî bejinbilindî, navziravî, bi zend û bend, li timtêla pehlewanan da, kewanak li milan, gurzek li binçengan, tîrdankek tijî tîr li ser milê çepê bera wan mirovana li ser xwe da rakêşa û han dane seha kunckoliya wan. [1823 cihani_bilican] Yekî ji wana ko kalemêrekî rûko bû, taba xwe nehanî û pirsî: [1824 cihani_bilican] »Bira pirsiyar bê xewş e. [1825 cihani_bilican] Tu ji kû têy û tu yê kû da herî?« [1826 cihani_bilican] Ez mêvan im apo. [1827 cihani_bilican] Ay li ser ser û herdu çavan! [1828 cihani_bilican] Bibexşîne ev zoma kêye? [1829 cihani_bilican] Silêmanî pirsî. [1830 cihani_bilican] Wan her sê mirovana bi vê pirsiyara Silêmanî ra li nav çavên hevdu nihêrîn. [1831 cihani_bilican] Dîsan heman ewê ko jê pirsîbû, tu ji kû têy û tu yê ko da herî, gotê: [1832 cihani_bilican] »Ev zoma Eliyê Siwaraye.« [1833 cihani_bilican] Bi bihîstina navê Eliyê Siwaran ra, rengê Silêmanî hate guherînê. [1834 cihani_bilican] Tiştek li nav dilê wî da lev geriya. [1835 cihani_bilican] Lê li ser xwe va neanî û pirsî: [1836 cihani_bilican] »Bibexşe apo mala Eliyê Siwaran kîjane?« [1837 cihani_bilican] Dîsan ew mirovane sosretmayî li nav çavên hevdu nihêrîn û dîsan kalo bersiva wî da: [1838 cihani_bilican] »A..., ew mala hanê, ko li serperê malane, mala Mîrî ye.« [1839 cihani_bilican] Îca pê tiliya xwe ya amanalêsê mala Mîrî nîşanî Silêmanî da û gote hevalekî xwe: [1840 cihani_bilican] »Oro Zinar diyar e, ev ji rêyeke dûr ra hatiye. [1841 cihani_bilican] Nenas e. [1842 cihani_bilican] Were li pêşiyê keve û ewî bibe mala Mîrî. [1843 cihani_bilican] Ev rengê teteran dide. [1844 cihani_bilican] Rengê teterên mîr û begleran. [1845 cihani_bilican] Diqewime ko hema teter be jî. [1846 cihani_bilican] Lê nizanim ew çawa seye pê ra?!« [1847 cihani_bilican] Mirovek ji wan du, sêkana ko gencekî reşesmerî û qor bû, kete pêşiya Silêmanî û ber bi mala Mîrî çûn. [1848 cihani_bilican] Ta ko giheştin serperê konan. [1849 cihani_bilican] Kon wisan li ber hev û pişt hev ra rêz û serast hatibûn vegirtinê, te digot qey endaziyarekî kirarî, ko serê xwe li kêşana nexşeyên bajaran da sipî kiriye, nexşa vegirtina van konan kişandiye. [1850 cihani_bilican] Zome wekî sûk û bazaran kolan bi kolan û şeqam bi şeqam hatibû parvekirinê. [1851 cihani_bilican] Mirovî dikarî giştî şeqam û kolanên wê bihejmarta. [1852 cihani_bilican] Lê hejmartina wan hemû şeqam û kolanana jî dîsan he karê endaziyar û hejmarvanan bû. [1853 cihani_bilican] Li rê da binasê wî jê pirsî: [1854 cihani_bilican] »Erê bira te negot, ka tu teterê kîşk mîrî yî?« [1855 cihani_bilican] Bi bihîstina navê teterê mîrî ra, dîwanxana bavê wî, hatina teterên mîr û began, teterên dewletên dereke bo dîwanxana bavê wî hate bîrê û kesereke kûr kişand û bersiv da: [1856 cihani_bilican] »Teterê çi bira?« [directspeech cihani_bilican] Bibexşîne, min got qey tu teterî. [1857 cihani_bilican] Lê tu ji ko têyî û karê te li mala Mîrî çî ye?« [directspeech cihani_bilican] Ez ji xwe ra li rêncberiyê, li şivantiyê digerim. [1858 cihani_bilican] Gava ko binasê wî navê rêncberiyê û şivantiyê bihîst, rawesta û zende [1859 cihani_bilican] girtî pirsî: »Birastî tu li rêncberiyê digerî?« [1860 cihani_bilican] Erê rastî. [1861 cihani_bilican] Ezê çima derewan bikim? [1862 cihani_bilican] De baş bû, ko te zûka got. [1863 cihani_bilican] Hindik mabû min tu bibiray xîveta Mîrî. [1864 cihani_bilican] Ma em biçûyana xîveta Mîrî, yê çi biba? [directspeech cihani_bilican] Na birayê min. [1865 cihani_bilican] Her kes nikare here xîveta Mîrî. [1866 cihani_bilican] Tenê teterên mîr û mîrekên kurd û mêvanên bilinpaye diçin xîveta Mîrî. [1867 cihani_bilican] Cîhê mêvanên dî cuda ye. [1868 cihani_bilican] Silêman li nav hişê xwe da çû. [1869 cihani_bilican] Dîwanxana bavê wî wisan nibû. [1870 cihani_bilican] Li cem bav û kalê wî hemû kes beranber bûn. [1871 cihani_bilican] Her kê bihata yeksere diçû dîwanxanê û bavê wî bixwe li ber mêvanan va radibû şipê û ta ko mêvan nerûniştana, ew nedirûnişt. [1872 cihani_bilican] Silêman li nav van bîr û hizrana da bû, ko gihîştin ber derê konekî mezin; konekî reşî erebî li ser çendik û çend istûnan hatibû vegirtinê. [1873 cihani_bilican] Silêmanî karî hundurê konî bibîne. [1874 cihani_bilican] Hundurê konî bi perdeyên rengareng ji hev hatibûn veqetandinê. [1875 cihani_bilican] Li bintara wî konê mezin da, konekî biçuk jî vegirtibûn. [1876 cihani_bilican] Li panavka serê girî, durust li textê panavkê da xîveteke bi gupik û şurik dûrva bera mirovî li ser xwe da radikişand. [1877 cihani_bilican] Li bintara xîvetê kaniyeke kêzînkirî dihate xûyanê. [1878 cihani_bilican] Li lûlka kaniyê ra aveke zelal hindî lûlika lûlehengekî bi guj difîşqande derva. [1879 cihani_bilican] Pîrejineke tevgirêdayî û bi gêre û vêre derkete ber derê konê reşî mezin. [1880 cihani_bilican] Pîrejinê pişteke rîse rengareng dabû pişta xwe. [1881 cihani_bilican] Kofiyeke qûç ko dorandorî wê çareke rengîn lê alandibû, dabû serê xwe. [1882 cihani_bilican] Pîrê hema wisan li ber derê konî rawestayî pirsî: [1883 cihani_bilican] »Kuro Zinar ew kî ye?« [1884 cihani_bilican] Dadê dibêje, ez ji xwe ra li şivantiyê digerim. [1885 cihani_bilican] Şivantî?! [1886 cihani_bilican] Erê! [1887 cihani_bilican] A, bibe xîveta rêncberan! [1888 cihani_bilican] Îca pê tiliya xwe xîveta reşe biçûk, ko li bintara konê reşî Erebî hatibû vegirtinê, nîşanî wan da û dîsan çû, kete hundurê konî. [1889 cihani_bilican] Silêman û Zinar jî tev çûne wê xîveta ko pîrê nîşanî wan dabû. [1890 cihani_bilican] Zinarî li goşeyeke xîvetê cî nîşanî Silêmanî da û bixwe jî xatirê xwe ji Silêmanî xwest û derkete derê. [1891 cihani_bilican] Silêmanî tîr û kewanê xwe ji milê xwe şiqitand û tik û tenê li goşeyeke xîvetê da rûnişt. [1892 cihani_bilican] Tîr û kewan û gurzê xwe jî danî kêleka xwe. [1893 cihani_bilican] Li hundurê xîvetê da çend tatikên rengorengo raxistibûn. [1894 cihani_bilican] Rast bû, ko xîvet tiştekekewin bibû, lê diyar bû, ko li demanê xwe da xîveteke giranbuha û bi xemil û çîç bûye. [1895 cihani_bilican] Diqewimî ko demanekê xîveta Mîrî ya zavatiyê bûbe. [1896 cihani_bilican] Lê niha ko kewin bûye, bûye xîveta rêncberan. [1897 cihani_bilican] Silêman li nav van hizrana da bû, ko pîrê hate ber derê xîvetê û hema wisan li ber derê xîvetê rawestayî, serçavanî da Silêmanî: [1898 cihani_bilican] »Bi xêr hatî kurê min!« Silêman bi dengê pîrê ra ji cî rabû û destê xwe da sîngê xwe û zor bi tore û li ser xwe bersiva pîrê da: »Ez destên te radimûsim. [1899 cihani_bilican] Li nav xêran da bî dadê .« [1900 cihani_bilican] Rûne! [1901 cihani_bilican] Rûne! [1902 cihani_bilican] kurê min. [1903 cihani_bilican] Tu ji kê derê têyî? [1904 cihani_bilican] Ji Zozanan têm. [1905 cihani_bilican] Heylo ji Zozanan ?! [1906 cihani_bilican] Çi qewimî ? [1907 cihani_bilican] Li çi digerî? [1908 cihani_bilican] Ez ji xwe ra li şivantiyê digerim. [directspeech cihani_bilican] Na lo!..Dema mercê şivanan jî hindekî derbas bûye. [1909 cihani_bilican] Rûnê! [1910 cihani_bilican] Rûnê! [1911 cihani_bilican] Niha Ehmed Begî yê bê û te bibîne. [1912 cihani_bilican] Pîrê ev yek bi dilekî şewat got û li ber derê xîvetê paş da zivirî. [1913 cihani_bilican] Silêmanî hê cîhê xwe germ nekiribû, ko du, sê kesên dî jî yek li dû yê dî [1914 cihani_bilican] ra hema wisan bêy axiftin û bêy silav û serçavanî hatin û her yek li goşeyek xîvetê da rûniştin. [1915 cihani_bilican] Çi kesî li gel yê dî nediaxift. [1916 cihani_bilican] Bêdengiyeke rişt li xîvetê da fermandarî dikir. [1917 cihani_bilican] Demeke xurt li nîvro derbas bibû, ko rêncberên malê jî bi ken û henek daketin hundurê wê xîvetê. [1918 cihani_bilican] Nêzîkî neh, deh kesan bûn. [1919 cihani_bilican] Di gel hev yarî û henekên tund û rût dikirin. [1920 cihani_bilican] Kesî ji wan jî qet serçavanî nedane ewên tazehatî. [1921 cihani_bilican] Te digot qey evanê tazehatî, hatine li ser wan hevû. [1922 cihani_bilican] Dema ko rêncber hemû li xîvetê da rûniştin. [1923 cihani_bilican] Du, sê kesan sêniyên firavînê ji wan ra hanîn. [1924 cihani_bilican] Firavîn pilawsawar bû. [1925 cihani_bilican] Pilawsawar hema wisan berdabûne nav sêniyan û li her layekî sêniyan da jî çend nanên li ser hev da qetkirî danîbûn. [1926 cihani_bilican] Bo her pênc kesan sêniyeke firavînê hat. [1927 cihani_bilican] Sêniyek jî ji bo ewanê tazehatî hanîn. [1928 cihani_bilican] Rêncber bi dest û lepan li sawarê ba ketin. [1929 cihani_bilican] Nan, nanê sêlê bû. [1930 cihani_bilican] Nanê sêlê didane ber destên xwe û dikirin parî û li sawarê da badidan. [1931 cihani_bilican] Silêman jî zor birsî bibû. [1932 cihani_bilican] Parî li sawarê da badida û li ser sêniyê digivaşt û parî li dû pariyan ra ditemisande gepa xwe. [1933 cihani_bilican] Û hestikên goşti ko rûn jê dinuqutî, dikişande ber arû û pirûyan. [1934 cihani_bilican] Yekî heledirîjî rû bi xurî jî hema wisan li ser serê wan ra rawestabû û li xwarina wan dinihêrî. [1935 cihani_bilican] Ewê li ser serê wan ra rawestayî carê bi heceta ava vexwarinê, yan bi berhaneya wê hindê ko bizanibe, xwerek li ber kê heye û li ber kê tuneye, dihat û diçû û dîna xwe dida xwerekxwarina wan. [1936 cihani_bilican] Te digot qey pariyên wan dihejmêre. [1937 cihani_bilican] Hevalên Silêmanî bi dîtina wî kesê ko li ser wan ra digeriya, fedî dikirin û bi şerm xwereka xwe dixwarin. [1938 cihani_bilican] Lê Silêman gelekî birsî bibû. [1939 cihani_bilican] Êh li ber çavên wî ra nedihat, ko yek waye li ser serê wî ra rawesta ye û pariyên wî dihejmêre. [1940 cihani_bilican] Bi dil û can xerîkî xwarinê bû. [1941 cihani_bilican] Hemû li ser sêniyan paş da vekişiyabûn, ko Silêmanî hê jî dixwar. [1942 cihani_bilican] Silêmanî hînga serê xwe li ser sêniyê hilda, ko li binê sêniyê da ji çend hestikên reqe rût pêve, çi tişt nemabû. [1943 cihani_bilican] Xûyeke zeliqokî li ser eniya wî rûniştibû. [1944 cihani_bilican] Pê pişta destê xwe eniya xwe paqij kir û pişta destê xwe li şûtika xwe sût û li ser sêniyê paş da vekişiya. [1945 cihani_bilican] Yekî ji wanê ko tevî Silêmanî xwerek dixwar, berê xwe li ser da kir û gotê: [1946 cihani_bilican] »Te têr xwar bira?« [1947 cihani_bilican] Silêman soromoro bû, lê li ser xwe va neanî û got: [1948 cihani_bilican] »Erê Yezdan zêde ke! [1949 cihani_bilican] Min têr xwar.« [1950 cihani_bilican] Rêncberan sêniyên vala birin aliyê malê û bixwe jî çûne dû kar û barên xwe. [1951 cihani_bilican] Tenê Silêman û ew sê, çar kesên dî , ko ewana jî bînanî Silêmanî li rêncberiyê digeriyan, li xîvetê da man. [1952 cihani_bilican] Heman ew mêrkê heledirêjî rû bi xurî, ewê ko gava firawînê li ser serê wan ra sekinîbû, li aliyê malê hat û li ber derê xîvetê rûnişt. [1953 cihani_bilican] Wekî bikiran careke dî jî li wan kesên ko li xîvetê da rûniştibûn, mêze kir. [1954 cihani_bilican] Destê xwe li rûyê xwe gerand. [1955 cihani_bilican] Çena xwe xurand. [1956 cihani_bilican] Devê xwe temijand. [1957 cihani_bilican] Sîngê xwe paqij û dengê xwe xweş kir û got: [1958 cihani_bilican] »Gelî rêncberno! [1959 cihani_bilican] Ehmed Begî dibêje hûn dereng hatine. [1960 cihani_bilican] Me rêncber hemû girtine. [1961 cihani_bilican] Me tenê du dajo divên. [1962 cihani_bilican] Yek dajoyê mihiyan û yê dî jî dajoyê pezên istewr. [1963 cihani_bilican] Niha li nav we pênc kesana da ezê her tenê du kesan bibijêrim. [1964 cihani_bilican] Ez nizanim hûn deba vira dizanin, yan na? [1965 cihani_bilican] » [1966 cihani_bilican] Îcar xwe ker kir, ta ko bersivekê bibihê. [1967 cihani_bilican] Lê deng ji çi kesî derneket. [1968 cihani_bilican] Diyar bû, ko çi kes ji wan mebesta mêrkê rû bi xurî nizane. [1969 cihani_bilican] Diqewimî ko bizanibiyana jî, lê çi kesî bersiva wî neda. [1970 cihani_bilican] Mêrkê rû bi xurî peyê gotinên xwe ra girt û got: [1971 cihani_bilican] »A..., diyar e ko hûn deba vira baş nizanin. [1972 cihani_bilican] Deba rêncbergirtina vira weha ye. [1973 cihani_bilican] Vira eger rêncberekî nenas bigirin, pêş da sêniyeke xwerekê jê ra dînin. [1974 cihani_bilican] Yekî bînanî min jî li ser serê wan ra dibe fermanber û li xwereka wan dinihê re. [1975 cihani_bilican] Eger ew rêncberê nenas li xwereka xwe da jêhatî û devjîr be, bizane ko li kar û kirdarên xwe da jî jêhatî û çelenge. [1976 cihani_bilican] Kalê rû bi xurî bi vê gotina xwe ra xwe kenand û pê ra jî qisedana xwe domand : [1977 cihani_bilican] » Lew ra ez li ser serên we ra rawestabûm û min bi gotenî pariyên we dihejmart. [1978 cihani_bilican] We hemûyê bixwe jî didît, ko ew gencê hanê çawa xwerek dixwar. [1979 cihani_bilican] Çendê jî piştî we li ser sêniyê paş da vekişiya.« [1980 cihani_bilican] Îca pê tiliya xwe Silêman nîşanî wan da. [1981 cihani_bilican] Serî hemû li ser Silêmanî da zivirîn. [1982 cihani_bilican] Hemû mat mabûn li Silêmanî û li bejin û bal û timtêla wî dinihêrîn. [1983 cihani_bilican] Te digot qey hema taze wî dibînin. [1984 cihani_bilican] Qet eva danekî rojê nîne, ko li bal hev, li bin xîvetekê da rûniştine. [1985 cihani_bilican] Silêman li wê demê da wekî pehlewanakî hate ber çavên wan. [1986 cihani_bilican] Yekî ji wan taba xwe neanî û got: [1987 cihani_bilican] »Apo ev ne ji me ye. [1988 cihani_bilican] Ev rengê pehlewanan dide. [1989 cihani_bilican] Qet rengê rêncberan li wî nakeve.« [1990 cihani_bilican] Yekî dî jî hilda û got: [1991 cihani_bilican] »He rastî jî ev pehlewan e. [1992 cihani_bilican] Eva ne tê ye. [1993 cihani_bilican] Tu li gurzê wî. [1994 cihani_bilican] Tu li tîr û kewanê wî. [1995 cihani_bilican] Tu dibêjî qey yê here şerê Rostemê Zali!« [1996 cihani_bilican] Yê dî got: [1997 cihani_bilican] »Mamo vî ji nav me derîne! [1998 cihani_bilican] Ew ne tê ye. [1999 cihani_bilican] Ew mirovekî avarte ye. [2000 cihani_bilican] Ew li rêncberiyê nagere. [2001 cihani_bilican] Mirovî nizanê ew rêncbere, şervane, nêçîrvan e, pehlewan e çî ye?« [2002 cihani_bilican] Mêrkê rû bi xurî got: [2003 cihani_bilican] »Na, na ... Ew bixwe waye dibêje, ko hatiye li rêncberiyê digere. [2004 cihani_bilican] Bixwe jî li we hemûyan çelengtir e. [2005 cihani_bilican] Ew dajoyê mihiyaye. [2006 cihani_bilican] Yê dî jî, a, ew gencê han e. [2007 cihani_bilican] Ewî jî xwerekeke bi ser û ber dixwar. [2008 cihani_bilican] De, bi xatirê we! [2009 cihani_bilican] Ez va çûm.« Kalê rû bi xurî, bi vê gotinê ra ji ber derê xîvetê rabû û ber bi xîveta mêran çû. [2010 cihani_bilican] Ew her sê kesên bêkar mayî, bêy hemdê xwe ji cî rabûn. [2011 cihani_bilican] Patika xwe xurandin û bêy wê hindê ko xatirê xwe ji herdukên mayî bixwazin, ji xîvetê derketin. [2012 cihani_bilican] Silêman û gencek di xîvetê da man. [2013 cihani_bilican] Herdukan bi hev ra xeber jî nedidan. [2014 cihani_bilican] Serê xwe xistibûn ber xwe û kûr diponijîn. [2015 cihani_bilican] Piştî demeke xurt, xortekî bejinbilindî navziravî li hindav da hilkişiyayî ji xîveta mêran derket û ber bi xîveta rêncberan hat. [2016 cihani_bilican] Ew mêrkê heledirêjê rû bi xurî jî dabû dû wî. [2017 cihani_bilican] Mirovî dil nedida, li bejin û bal û timtêla xortî binêre. [2018 cihani_bilican] Destek şal û şapik lê bû, kulozekî sipîçîl bînanî keleqendê Kela Xoyê li serî bû. [2019 cihani_bilican] Çareke armûşîne reşe bi rişî li dora kulozî alandibû. [2020 cihani_bilican] Rişiyên çarê dadiketin ser kosteka demejmêrê. [2021 cihani_bilican] Şurikên kostekê daketibûn ser kemberê. [2022 cihani_bilican] Şûtikek armûşîne rengrengî li navqeda xwe alandibû. [2023 cihani_bilican] Xencerek tetikzîv li ber şûtikê ra bû. [2024 cihani_bilican] Cotek gîzmên reş di lingan da bûn. [2025 cihani_bilican] Gîzme ta binê çokên xwe hilkişandibû. [2026 cihani_bilican] Gîzmên wî dibiriqîn û rewneqa wan difirîn nav çavên mirovî. [2027 cihani_bilican] Xortê zirav hate ber derê xîveta rêncberan. [2028 cihani_bilican] Li ber derê xîvetê rawesta û serê xwe li derê xîvetê ra kire hundur û hema wisan li ber derî rawestayî ji mêrkê rû bi xurî pirsî: [2029 cihani_bilican] »Ev herdu mane?« [directspeech cihani_bilican] Belê ezbenî. [2030 cihani_bilican] Li dû wê pirsa xwe ra hema li ber derî, bêy serçavanî, berê xwe li ser Silêman û hevalê wî da kir û got: »Kemo yê heqê we ji we ra bêje. [2031 cihani_bilican] Hûn diçin ber pezî baş li xeberdaniya [2032 cihani_bilican] sereşivanan da bin ha!« [2033 cihani_bilican] Paşê berê xwe li ser Kemoyî da kir û gotê: [2034 cihani_bilican] »Heqê wan ji wan ra bêje û herduyan jî bide Mihoyî, bila hema niha bibe bispêre sereşivanan« [2035 cihani_bilican] Eva got û li ber derê xîvetê paş da zivirî. [2036 cihani_bilican] Silêman û hevalê wî li nav çavên hevdu nihêrîn û serê xwe kirin ber xwe da. [2037 cihani_bilican] Kemoyê rû bi xurî hate hundurê xîvetê û got: [2038 cihani_bilican] »Ev Ehmed Begî kurê Mîrî yê mezin bû. [2039 cihani_bilican] Pirtûk û perok û hejmara keriyan li destê wî daye. [2040 cihani_bilican] Ew li ser şivan û rêncberan ra digere. [2041 cihani_bilican] Nizanim we hay jê heye, yan na? [2042 cihani_bilican] Vêderê heqê şivanan her pêş da hatiye birînê. [2043 cihani_bilican] Tişteke vebirî ye. [2044 cihani_bilican] Heqê dajoyê mihiyan ji bo merceke şeş mehî şeş berx û sê hiriyên mihiyan û destek cilkên nîvtaşe. [2045 cihani_bilican] Heqê dajoyê pezê istewir jî her merceke şeş mehî pênc berx û sê hiriyên kaviran û destek cilkên nîvtaş yê Mîrî yan jî yê kurên wî ye. [2046 cihani_bilican] Hemîn xwerin û vexwerina we jî li kîsê mala Mîrî daye. [2047 cihani_bilican] Gotinek we tuneye?« [2048 cihani_bilican] Silêman û hevalê wî herduyan pêkve serê xwe hevraz avîtin û gotin: »Ne,e!« Kemo bi vê pirsiyarê ra ji xîvetê derket û gazî kir: [2049 cihani_bilican] »Kuro Miho were van herdu dajoyana bibe bispêre sereşivanan û bizivire!« [2050 cihani_bilican] Miho hat û li ber derê xîvetê rawesta û gote wanên ko li xîvetê da bûn: [2051 cihani_bilican] »Hero xwe teyar bikin, emê rê kevin!« [2052 cihani_bilican] Silêman û hevalê wî ji cî rabûn û xwe tev pêçan û pêkve ji xîvetê derketin derva. [2053 cihani_bilican] Çavên Silêmanî bi Qafreşi ket. [2054 cihani_bilican] Qafreş hema wisan li rex xîvetê li ser leman ketibû û xwe kiribû girê. [2055 cihani_bilican] Rêncberan hindek nanên hûr avîtibûn ber. [2056 cihani_bilican] Lê Qafreşi tirsa seyên zomê ew nana he nîvxwarî hêlabû. [2057 cihani_bilican] Dema ko Qafreşi çav bi Silêmanî ket, ruh kete ber û rabû şipê û kewûjekên xwe rast kir. [2058 cihani_bilican] Li dû ra dest pê kir ew hûrdenanên li erdê berev kir. [2059 cihani_bilican] Silêman li ber rawesta, ta ko ewî giştî nanê li erdê xwar. [2060 cihani_bilican] Paşê bi dengê Kemoyî ra, ko gazî kir: [2061 cihani_bilican] »Kuro Miho hûn hê rê neketine?« Her sêkan dane rê. [2062 cihani_bilican] Qafreşi jî da dû wan. [2063 cihani_bilican] Hindî ko li nav zomê derneketibûn, Qafreşi xwe lemisandibû. [2064 cihani_bilican] Dûlka xwe kiribû nav lingên xwe û xwe vî alî, wî alî davîte ber pesêva Silêmanî. [2065 cihani_bilican] Lê dema ko ji zomê dûr ketin, Qafreşi dîsan fenanî caran dûlka xwe da ser milên xwe û kete pêşiya wan û simsimî û bêhin gerand û erd pêkol kir. [2066 cihani_bilican] Daketibûn rastiyê. [2067 cihani_bilican] Deşteke ripe rast li ber piyên wan berve diçû.. Hindî çavan qeter dikir, deştê li ber gulezerên pîzpîzkê zer û qîçik dikir. [2068 cihani_bilican] Li nav gulezeran ra derbas bûn. [2069 cihani_bilican] Li milê çepê kulotên vegirtî ji halhalkan bera wan li ser xwe da rakêşa. [2070 cihani_bilican] Halhalkan weke mêzereke sore gevez ew kulotana vepoşandibûn. [2071 cihani_bilican] Li nav halhalkan ra derbas bûn û li ser kulotan ketin. [2072 cihani_bilican] Gava ko li nav halhalkan ra derbas dibûn, Mihoyi çirtikek avît û ev helbestoka bi teqil xwend: [2073 cihani_bilican] Kiçkên xala [2074 cihani_bilican] Çûn halhala [2075 cihani_bilican] Zik tijî kir [2076 cihani_bilican] Tûrik vala [2077 cihani_bilican] Vêca bi xwendina helbestokê ra bi tiplequtanê û tilîfistiqanê da çirtikan û xwe helavît. [2078 cihani_bilican] Herdu heval pê keniyan. [2079 cihani_bilican] Best û kulotên halhalkan li dû xwe ra hêlan. [2080 cihani_bilican] Berê wan ketibû ser çiyan. [2081 cihani_bilican] Çiyan weke pêşmergên hevgirtî dest dabûne destên hev û ta çavan qeter dikirin, pêşve diçûn. [2082 cihani_bilican] Serê wan hê jî li berfa kever da sipî dikir. [2083 cihani_bilican] Hêdî hêdî ji deştê diqetiyan û digeheştin damêna çiyan. [2084 cihani_bilican] Li qontara çiyan dîmen dihate guhestinê. [2085 cihani_bilican] Vira li cîhê halhalkan, beybûnên sipî ber û best dabûne ber xwe. [2086 cihani_bilican] Beybûnên sipî dawêna banî û bêlanan teqalteqalî bi rengê sipî neqişandibûn. [2087 cihani_bilican] Li berpala kulotan gereke mezin bînanî guroverkeke bi dest kişandî, dihate xûyanê. [2088 cihani_bilican] Li nav wê gerê ra derbas bûn. [2089 cihani_bilican] Li naverasta gerê da xîdik û mendik li hev aliyabûn û dihavîtin ser serê wan. [2090 cihani_bilican] Silêman li dîtina wan dîmenên rengareng da mabû zendegirtî. [2091 cihani_bilican] Hindî li ber dava diya xwe ketibû, ciyekî weha xweş û rengareng nedîtibû. [2092 cihani_bilican] Hindî çavên xwe li cîhana ron vekiribû, ne li Aranê û ne jî li Zozanê cîhekî wiha xweş, dîmeneke wiha rengrengî nedîtibû. [2093 cihani_bilican] Rast bû ko zozanên wan zozanên bi nav û bang bûn, lê ev dera tiştekedî bû. [2094 cihani_bilican] Çêre û çirvan lev aliyabûn. [2095 cihani_bilican] Mêrg û çîmen tevî hevdu bibûn, kulîlkên sipî deşt û çiya bi hev va dirûbûn. [2096 cihani_bilican] Halhalkan xêliyeke sore gevez dabûne serê girik û kulotan. [2097 cihani_bilican] Pêkve xwe dane berpalekê. [2098 cihani_bilican] Li pêşiya wan rizdeberekî sipî bînanî kelayeke mêjîn û asê li hindav da hilkişiyabû. [2099 cihani_bilican] Li binê rizdeberan da kaniyeke ron weke çavên kewjalê, hildikeliya. [2100 cihani_bilican] Ava aşekî ji ber kaniyê dikişiya. [2101 cihani_bilican] Tavê li kaniyê dabû û rewneq diketê. [2102 cihani_bilican] Qîjîna eluhan Silêman ji nav deriyaya hizran da deranî. [2103 cihani_bilican] Cotek eluh li ser serê wan ra ger lêdidan. [2104 cihani_bilican] Hemû tev rawestan û li eluhan mêze kirin. [2105 cihani_bilican] Eluhan durust li ser bilindtirîn qûça rizdeberan hêlûn danîbûn. [2106 cihani_bilican] Qirş û qal û pûş û pelaşên hêlûna wan dûr va dihate xûyanê. [2107 cihani_bilican] Li bin rizdeberan ra derbas bûn. [2108 cihani_bilican] Gava ko giheştin binê rizdeberan, deng û heraya eluhan hindî çû zêdetir bû. [2109 cihani_bilican] Li binê rizdeberan li rex kaniyê rûniştin. [2110 cihani_bilican] Her yekê kulmek av avîtin serçavên xwe û kulmek jî vexwarin. [2111 cihani_bilican] Ava kaniyê bînanî teyrokê sar bû. [2112 cihani_bilican] Mihoyî gote wan: [2113 cihani_bilican] »Vira ra dibêjin kaniya eluhan. [2114 cihani_bilican] » [2115 cihani_bilican] Bîstekê li ser kaniyê rûniştin û bêhna xwe vedan. [2116 cihani_bilican] Hê jî qûtîna eluhan bû. [2117 cihani_bilican] Eluhan hêvirze danîbûn. [2118 cihani_bilican] Paşê Mihoyî got: [2119 cihani_bilican] »Ev eluhane serê me birin. [2120 cihani_bilican] Rabin em rê kevin! [2121 cihani_bilican] Dereng e. [2122 cihani_bilican] Rêya me dûr [2123 cihani_bilican] e. [2124 cihani_bilican] Çû êvareke dereng em bigîjin keriyan » [2125 cihani_bilican] Bi gotina Mihoyî ra tev rabûn. [2126 cihani_bilican] Berê wan ketibû serhevrazekî bilind û bi xîştor. [2127 cihani_bilican] Li nav xîştoran ra derbas bûn. [2128 cihani_bilican] Bi helkehelk li ser xîştoran ketin û li pêsîra beroji ra qulibîn aliyê nizari. [2129 cihani_bilican] Vira erd pêrge bû. [2130 cihani_bilican] Ormexa kewn û taze lev aliyabû û bînanî tatiyekî lê hatibû. [2131 cihani_bilican] Mirovî nikarî xwe li ser ormexê bigrta. [2132 cihani_bilican] Kevî kevî berf jî hê li pêsîra nizari da mabû. [2133 cihani_bilican] Li serê qûçê rawestan. [2134 cihani_bilican] Li dû xwe ra li rêya ko tê ra hatibûn nihêrîn. [2135 cihani_bilican] Deştê dûrva weke perûyekî rengareng bi wan va xûya dikir. [2136 cihani_bilican] Zome gelekî dûr mabû. [2137 cihani_bilican] Silêmanî bi zorê karî li nav leylana berî êvarê da kimê xîveteke sipî li pişt girikekî ra bibîne. [2138 cihani_bilican] Piştî bîstekê dîsan dane rê. [2139 cihani_bilican] Li pêşberî wan çiyayekî serkever dihate xûyanê, ko li hindav da hilkişiyabû. [2140 cihani_bilican] Mihoyî gote wan: [2141 cihani_bilican] »Ev çiyayê Hindiş e. [2142 cihani_bilican] Hindişa vî çiyayî zor bi nav û bange. [2143 cihani_bilican] Debê ko em li damêna Hindişî ra derbas bibin û xwe bigehînin aliyê dinê, kerî hemû niha gereke li pişta Hindişî da bin. [2144 cihani_bilican] Ji wî çiyayê hanê ra jî ko a..., serê wî bi zorê tê xûyanê, dibêjin çiyayê Zemherîrê.« [2145 cihani_bilican] Li dûr va serê çiyayekî li nav mijê da bi zorê dihate xûyanê. [2146 cihani_bilican] Silêman û hevalê wî çi deng nekirin. [2147 cihani_bilican] Tev bi pêxişik li pêsîra wî nizarî ra berwarkî daketin xwarê. [2148 cihani_bilican] Li şiverêykê ra derbas bûn û xwe dane pêsîra wî çiyayê bilind. [2149 cihani_bilican] Li ser çend keviyên berfê ra derbas bûn. [2150 cihani_bilican] Berf aviyabû û bibû roqav. [2151 cihani_bilican] Berf li ber çarixên wan dişiqitî. [2152 cihani_bilican] Piyên wan digihîşte erdê û çarixên wan li heriya binê berfa aviyayî da çik dibû. [2153 cihani_bilican] Hêdî hêdî berwarkî li ser sîngê Hindişi ra daketin û qulibîn aliyê dinê. [2154 cihani_bilican] Nişkava rastî geliyekî kûrî bêbinî hatin. [2155 cihani_bilican] Mirovî nikarî binê geliyî bi başî bidîta. [2156 cihani_bilican] Lêre debiya jor da daketana binê geliyî. [2157 cihani_bilican] Hevalê Silêmanî bi dîtina geliyî ra rawesta û got: [2158 cihani_bilican] »Peyî...! Çi geliyekî kûr e!« [2159 cihani_bilican] Bi dengê wî ra Silêman û Miho jî rawestan. [2160 cihani_bilican] Mihoyî got: [2161 cihani_bilican] »Ji vî geliyî ra dibêjin Geliyê Dojehderê.« [2162 cihani_bilican] Li dû gotina wî ra Silêmanî got: [2163 cihani_bilican] »Çi navekî rast û watedar e! [2164 cihani_bilican] Hema rastî jî Geliyê Dojehderê ye. [2165 cihani_bilican] Dojeh jî qet weha kûr nîne.« [2166 cihani_bilican] Hersêk tev keniyan. [2167 cihani_bilican] Mihoyî got: [2168 cihani_bilican] »Gedeno, a... ewên hanê keriyên me ne. [2169 cihani_bilican] Em gereke li pêsîra vî nizarî ra dakevin û herin wî alî geliyî.« [2170 cihani_bilican] Li ber devê belekiyan belgerêwas û mendê û gûlikê taze serê xwe li jêr axa ter da deranîbûn. [2171 cihani_bilican] Mihoyi got: [2172 cihani_bilican] »Eva mendêya çû nêriya havînê biseride. [2173 cihani_bilican] Eva mendêya virnî ye. [2174 cihani_bilican] Rêvasên vira jî çûn berxbirê bigihîjin.« [2175 cihani_bilican] Tev jor da şiqitîn. [2176 cihani_bilican] Bi dujwarî li serberjêri ra daketin. [2177 cihani_bilican] Giheştin panavekê. [2178 cihani_bilican] Wî alî geliyî du, sê kerî pez li pêsîra berojî da bijiqîbûn. [2179 cihani_bilican] Bizorê dikarîn xwe bigirin. [2180 cihani_bilican] Li ser berjêri da dişimitîn. [2181 cihani_bilican] Bi kul û halekî xwe gîhandin binê geliyi. [2182 cihani_bilican] Aveke boş li binê geliyi ra bi guj û taw berjêr dibû. [2183 cihani_bilican] Gava ko gihîştin binê geliyi, dengê xurîna avê bera wan li ser xwe da rakêşa. [2184 cihani_bilican] Li milê rastê şurikek bi bilindaya çend gezan bi hurşehurş û hurmehurm jor da dirijiya xwarê û li binê şurikê da av lev digeriya û gerînekek çêdikir. [2185 cihani_bilican] Li ser avê ra banz dan. [2186 cihani_bilican] Giheştibûn kuçkê şivanan. [2187 cihani_bilican] Mihoyi du, sê dengan gazî kir: cihani_bilican] [2188 cihani_bilican] »Xalê Kakil! [2189 cihani_bilican] Xalê Kakil! [2190 cihani_bilican] Nehêle seyên we me bilaw dikin!« [2191 cihani_bilican] Bi dengê Mihoyi ra sê, çar se, her yek wekî şêrekî ji keriyi qetiyan û ber bi wan hatin. [2192 cihani_bilican] Her seyek jî çengalek li ustuyên wan da bûn. [2193 cihani_bilican] Serê şîşikên çengalan bînanî serê sernêzan li nav pirça katara seqan ra avîtibûn derê. [2194 cihani_bilican] Mihoyi bi tirs û lerz navên seqan hanî: [2195 cihani_bilican] »Gurêx., Bigêr, Çalê, Hirço!« [2196 cihani_bilican] Şivanekî tatikê xwe avît û bi guj li ser berjêri da ber bi seqan hat û li seqan hilat. [2197 cihani_bilican] Qafreş pêş da kir ko hucûmî ser seqan bike, lê gava çavên wî bi gulta wan ket, dêla xwe kire nav lingên xwe û xwe avête ber pesêva Silêmanî. [2198 cihani_bilican] Şivani xwe bi wan ra gîhand. [2199 cihani_bilican] Para ber da seqan. [2200 cihani_bilican] Se bi rewterewt ber bi çengê keriyê dî çûn. [2201 cihani_bilican] Mihoyî berî hemûyan got: [2202 cihani_bilican] »Bereket be xalo!« [2203 cihani_bilican] Herdu hevalên Mihoyî jî li dû wî ra gotin: [2204 cihani_bilican] »Bereket be!« [2205 cihani_bilican] Şivani bersiva hemûyê bi hevra da: [2206 cihani_bilican] »Ser çavan!« [2207 cihani_bilican] Mihoyî gotê: [2208 cihani_bilican] »Xalo! [2209 cihani_bilican] Ehmed Begî ji te û ji sereşivanê pezê istewrî, her yekê ra, dajoyekî dî jî girtiye.« [2210 cihani_bilican] Îca destê xwe dirêjî ser Silêmanî kir û got: [2211 cihani_bilican] »Ev dajoyê te ye, ewê hanê jî dajoyê pezê istewir e.« [2212 cihani_bilican] Bi gotin û axiftin xwe gîhandin keriyi. [2213 cihani_bilican] Gava gihîştin nava pezî, tarî ketibû erdê. [2214 cihani_bilican] Hefthezar û heftsed mal li bin siya Eliyê Siwaranî da ne Ew serokê êleke giran e. [2215 cihani_bilican] Ew êl salê du caran li hilgêr û dagêrê da, li ser hev dadinên. [2216 cihani_bilican] Salê du caran weke deriyayê lev dikeve. [2217 cihani_bilican] Pêl vedide. [2218 cihani_bilican] Gava ko êl li ser hev dadinên, dibe dema dîtin û vedîtin û serlêdan û dîdaran. [2219 cihani_bilican] Xizm û kes û kar û heval û hogir û dost û yar li wê demê da dikarin bi sanahî hevdu bibînin. [2220 cihani_bilican] Nava xîvetan li wan herdu demana da weke bajarekî pir gelhe lê dihat. [2221 cihani_bilican] Li ber hat û çû û deng û gazî û qûteqûtê, seqan xweyên xwe nas nedikirin. [2222 cihani_bilican] Komel wisan li ser hev û ber hev ra dihat û diçû, wisan hera û hêvirze çê dibû, ko bi gotinî hêştir bi barê xwe va û hêştirvan bi darê xwe va li nava wê hera û hingamê da wenda dibûn. [2223 cihani_bilican] Her sal li hilgêr û dagêrê da xelkê êlê li ser Mîrî mêvandarî didanîn. [2224 cihani_bilican] Giregirên êlê her yek têdikoşî, berî yên dî li ser Mîrî û berdevk û pehlewanên wî mêvandariyê danên. [2225 cihani_bilican] Mîr her ko da biçûya, pehlewan û berdevkên xwe jî bi xwe ra dibir. [2226 cihani_bilican] Êla Eliyê Siwaranî li zozanan da dibû sedan zomeyên biçûk û mezin. [2227 cihani_bilican] Lê li aranê da çend zome tevî hev dibûn û li ser gundekî dadinîn. [2228 cihani_bilican] Gelek salan eger zivistan xweş derbas biba û neba ba û bager û bagera zozanan derbasî wê derê jî nebûya, hema li xêvetan da di-man. [2229 cihani_bilican] Lê hindek salan ba û bakurofê kelên ji wan dibirand û ewan diketin xaniyan û pez û sexel û dewar û pêro û hêştir jî, yan diketin pûtiyê, yan jî diçûne beroj û axilan. [2230 cihani_bilican] Li nav pehlewanên Mîrî da pehlewanak heye. [2231 cihani_bilican] Navê wî Hesê Dûdêye. [2232 cihani_bilican] Hesê Dûdê pehlewanakî bi nav û deng e. [2233 cihani_bilican] Ew yekî çûrî çeqelî, çavhêşîn, navmilpan, çarşan, bi zend û bend û bilindbala û bi gevde ye. [2234 cihani_bilican] Ew li ser rêbaza kal û bavan, li ser rêbaza dapîr û bavpîran maye. [2235 cihani_bilican] Ew li ser dînê mêjîne Kurdistanê maye. [2236 cihani_bilican] Ew Êzdî ye. [2237 cihani_bilican] Yezdanperest e. [2238 cihani_bilican] Dujminên gel û welati pêş da Êzdî bi pîlanên cur be cur jêk dûr xistibûn. [2239 cihani_bilican] Piştî wê hindê ko ewana birbirî kiribûn, ca bi zora şûr ew kiribûn bisulman. [2240 cihani_bilican] Hemîn her kê neba bisulman jî, kuştina wî gorekî fitaya şêx û melayan helal bû. [2241 cihani_bilican] Mela û miftiyan her li ber xwe da, bêy wê hindê ko li Qurianê da tişteke wisan hatibe, ragehandibûn: cihani_bilican] [2242 cihani_bilican] »Her kesê ko Êzdiyekî bikuje, yê bêy firk û pêş here bihîştê.« [2243 cihani_bilican] Xelk jî nezan û nexandewar bûn. [2244 cihani_bilican] Çavgirtî wekekoreyan didane dû şêx û melayan û deste deste Kurdên Êzdî, hevxûn û hevwelatiyên xwe, xûşk û birayên xwe bi şûrên dujminan ser jê dikirin. [2245 cihani_bilican] Yan jî bi zorê dikirin bisulman. [2246 cihani_bilican] Serekhozên kurd bi fermana şêx û melayan, ko ewaa jî her ji bo malê dunyayê bibûne berdestkên dujminî û ferman û destûr ji dewletên dagîrker verdigirtin, deste deste Êzdî dikuştin. [2247 cihani_bilican] Herçend ko ewan bi pîlanan Hesê Dûdê jî, ji komela wî tek kiribûn, lê ta roja îro çi kesî, çi serekhoz û şêx û melayî ji xwe ra nedîtibûn, bêjin Hesê Dûdêyî jî, were bibe bisulman. [2248 cihani_bilican] Li şûrweşînî û rimbazî û milmilanê da çi kes nedibû xenîmê Hesê Dûdêyî. [2249 cihani_bilican] Ew pehlewanakî navdar bû. [2250 cihani_bilican] Nav û dengê wî belawî çar nikarên cîhanê bibû. [2251 cihani_bilican] Bi bihîstina navê Hesê Dûdêyî ra, gurzî li leşê Pehlewanên derekan ra diçû. [2252 cihani_bilican] Kesî ta roja îro newêrîbû rasterast li himber Hesê Dûdêyî da raweste. [2253 cihani_bilican] Hemû weke navê giyanistîni ji navê Hesê Dûdêyî ditirsiyan. [2254 cihani_bilican] Ev demanê çend sala ye, ko Hesê Dûdêyî ji komela xwe qetiyaye û hatiye gihiştiye Mîr Elî Siwaranî, û wekî pehlewnekî qerah li xizmeta wî daye. [2255 cihani_bilican] Mîr her kû da here, Hesêyi jî di gel xwe dibe. [2256 cihani_bilican] Çi mêvandarî bêy Hesêyi naçe serî. [2257 cihani_bilican] Mîr bi hebûna pehlewanakî wekî Hesêyî li ber xwe ra diçe. [2258 cihani_bilican] Xwe serferaz û bextiyar dibîne. [2259 cihani_bilican] Ya rastî hema Eliyê Siwaranî piştî Hesê Dûdêyî bibû Eliyê Siwaranî. [2260 cihani_bilican] Bi mêranî û pehlewantiya Hesê Dûdêyî bû, ko Eliyê Siwaranî karîbû, xwe li sînorên Ereb û Ecem û Romiyan da xudan bike. [2261 cihani_bilican] Êla Mîr Elî Siwaranî weke adeya heft deriyayan ketibû nîveka sê zilhêzên zorbêj. [2262 cihani_bilican] Lê hindî Hesê Dûdêyî bibû serokpehlewanê Mîrî, devê dujminan hindekî ji wan sar bibû. [2263 cihani_bilican] Rast bû, ko Eliyê Siwaranî serokhoz û mîr bû, lê nav û dengê wî her nav û dengê Hesê Dûdêyî bû. [2264 cihani_bilican] Li her kê derê navê Eliyê Siwaranî dihat, hema reng û rûçkê Hesê Dûdêyî û mêranî, mêrxasî, pehlewanî û camêriya wî dihate ber çavên xelkê. [2265 cihani_bilican] Navê Eliyê Siwaranî têkelî navê Hesêyi bibû. [2266 cihani_bilican] Ya rastî hema herdu nav bibûne navekî. [2267 cihani_bilican] Ji bilî pehlewantiyê, gelek caran Hesê Dûdêyî Mîrzetiya Mîrî jî dikir. [2268 cihani_bilican] Dema ko mîr Elî Siwaranî bixwesta nameyek ji Mîrekî bîhanî ra binivîsiya, bi Hesê Dûdêyî dida nivîsandinê. [2269 cihani_bilican] Mîr Elî Suwaran li jêr kartêkirina bîr û hizrên Hesê Dûdêyî yê kurdîniyê da, gelek caran li himber mîr û serokên neyî kurde hevhêsî da, bi kurdîniya xwe dinazî. [2270 cihani_bilican] Gelek caran gava nameyek ji wan ra dişand, dida Hesê Dûdêyî bi rênivîsa êzdîkî û bi zimanê kurdî dinivîsî. [2271 cihani_bilican] Ewî bi vê yekê dixwest serxwebûn û dewlemendî û zengîniya zimanê Kurdî nîşanî wan bide. [2272 cihani_bilican] Her cara ko nameyek kurdî bihata nivîsînê, Mîrî bi dengekî berz û aza digot: [2273 cihani_bilican] »Erê da Hesê Dûdêyî rast dibêje, bila xelk û hevhêsiyên me bizanin, ko me jî zimanekî weha şîrîn û zengîn û rênivîseke xoyî heye.« [2274 cihani_bilican] Melayê Mîrî bi van gotinana pir diêşiya. [2275 cihani_bilican] Lê li bal Hesê Dûdêyî nediwêrî deng bikira. [2276 cihani_bilican] Gava ko serê Hesê Dûdêyî wenda bikira, dest pê dikir, li dijî wê kiriyara Mîr û Hesêyi ajawegêrî dikir û digot: [2277 cihani_bilican] »Na, na, bêje Mîrî, ka tu ji xelkê ra bi zimanê kurdî, ew jî pê rênivîsa erebî na, bi rênivîsa êzdîkî naman didî nivîsandinê, kî dikare bixûne!? [2278 cihani_bilican] Te zimanê Xudê û pêxemberan hêlaye, tu diçî bi zimanê kurdî û rênivîsa çar malên Êzdiyan, ko ew jî waye li ber kutabûn û rehbiriyanêne, dinivîsî. [2279 cihani_bilican] Xudê kem gunehekî giran e. [2280 cihani_bilican] Bi dîtina min ev yeke kifirî ye, kifirî...« [2281 cihani_bilican] Mela her tenê li nepenî û pesêvan da, gava ko serê Mîrî û Hesêyi wen-da bikira, yan jî li komela Melayan da bû, ko bi tundî dijî rêbaza Êzdiyan û rênivîsa wan diaxift. [2282 cihani_bilican] Lê li bal Mîrî û Hesêyi li ser xwe va nedianî. [2283 cihani_bilican] Melayek li nav melayan da hebû, digotinê Mela Hesen. [2284 cihani_bilican] Tenê ew dijî bîr û raya Mela Ehmedî, melayê Mîrî da bû. [2285 cihani_bilican] Mela Hesenî tim li berevî û kombûnên melayan da bi eşkeretî li dijî bîr û bawerên dijêzdiyane yê Mela Ehmedi da diaxift. [2286 cihani_bilican] Ewî digot: »Quran dînê her kesî ra rêz û hurmetê digre. [2287 cihani_bilican] Quran li dijî çi dînî nîne. [2288 cihani_bilican] Tenê Quran dijî bêdînaye. [2289 cihani_bilican] Dijî bêxudêya ye. [2290 cihani_bilican] Êzdî xudêhebînin. [2291 cihani_bilican] Ewan Yezdan yanê xudayê tekî tenê dihebînin. [2292 cihani_bilican] Rêbaza wan ya ayînî jî, ji wan ra baş e. [2293 cihani_bilican] Ewan jî wekî hemû mirovên li ser rûbarê cîhanê mafê jiyanê hene. [2294 cihani_bilican] Qet Xudê û pêxemberan negotine, ko xûna Êzdiyan helal e...« [2295 cihani_bilican] He li ser van bîr û bawerên Mela Hesenî bû, ko dîtir melayan ji wî ra digotin Mela Hesenê Êzdî. [2296 cihani_bilican] Hindî Mela Hesenî sûnd dixwar, ko Êzdî nîne, melayan dest jê nedikişandin. [2297 cihani_bilican] Gotegota melayan, ya xwe kiribû. [2298 cihani_bilican] Li nav tewawî êlê da ji Mela Hesenî ra digotin: »Mela Hesenê Êzdî.« [2299 cihani_bilican] Beda pişka zorereqesofî û hişkebisulmanan ji Mela Heseni dihat. [2300 cihani_bilican] Lê li ber Hesê Dûdêyî çi kesî nikarî çep li Mela Heseni binihêriya. [2301 cihani_bilican] Kesî nikarî tiliya xwe dirêjî Mela Heseni bikira. [2302 cihani_bilican] Hesê Dûdêyî jî hindî ko ev yeka bihîstibû, tim li berevî û komelan da li ber Mela Hesenî va radibû. [2303 cihani_bilican] Ew ji Mîr û Mela Heseni pêve li ber çi kesî va ranedibû. [2304 cihani_bilican] Ev kiriyara Hesê Dûdêyî jî lap bîr û hizra xelkê li bara wê gotegotê da binecîtir dikir. [2305 cihani_bilican] Hindî Mela Heseni daxwaz ji Hesêyi dikir, ko li ber va ranebe, Hesêyi nedipejirand. [2306 cihani_bilican] Welatê li jêr destê Mîr Elî Siwaranî da bi saya serê Hesê Dûdêyî roj bi rojê deng vedida. [2307 cihani_bilican] Hesê Dûdê ew pehlewanê zorî zorbe, ew mêrxasê navdar çendîn caran bi pehlewanên neyaran ra, ko hatibûn hêrişî ser av û axa wan kiribûn û daxwaza bac û bêşan li wan kiribûn, guleş kiribû. [2308 cihani_bilican] Çendik û çend pehlewanên bîhaniyan bi destê wî, bi nêza wî, bi şûr û tîr û xencera wî, bi zerga wî ya xezebê ber bi dojehê şa bibûn. [2309 cihani_bilican] Ewî çend pehlewanên romiyan li ser çokan xistibû. [2310 cihani_bilican] Li ber nav û dengê Hesê Dûdêyî roj bi rojê li desthelatdariya Mîr Elî Siwaranî zêde û zêdetir dibû. [2311 cihani_bilican] Roj bi rojê kewşenê Aran û Zozanên wî, sînorê welatê wî berfiretir dibû. [2312 cihani_bilican] Evan hemû li saya serê Hesê Dûdêyî da bûn. [2313 cihani_bilican] Hesê Dûdêyî jî çi bigota Mîrî bêdiliya wî nedikir. [2314 cihani_bilican] Li ser daxwaza Hesê Dûdêyî Mîrî xwendebêjekî Êzdî anîbû. [2315 cihani_bilican] Zaroyên çend malên Êzdiyan ko li zoma Mîrî da bûn, li bal wî xwendebêjê Êzdî, bi zimanê kurdî û bi rênîvîsa êzdîkî xwende dixwendin. [2316 cihani_bilican] Hesê Dûdêyî jî her gava ko serê wî ji kar û barên dîwanê û şer û şûrên dujminan vala biba, diçû alî xwendebêjê xwe û li Mishefa reş ji zarokan ra bi dengekî bilind gotinên ayînî vedixwend û ji wan ra ji dîwana Şêx Adê bi deng û miqam helbestên ayînî dixwendin. [2317 cihani_bilican] Herwisan Hesê Dûdêyî heftiyê carekê jî bernama guleşanê danîbû. [2318 cihani_bilican] Ewî heftiyê carekê tewawî zaroyên zomê, genc û law û qîz û xort berev dikir û ewana fêrî fend û fêlên pehlewantî, şûrweşînî û nêzebaziyê dikir. [2319 cihani_bilican] Lê li himber wî da Mela Ehmedi jî xwendexaneyeke mezin vekiribû. [2320 cihani_bilican] Pişka zore zaroyên zomê diçûne bal wî û bi zimanê erebî dixwendin. [2321 cihani_bilican] Heft kur û qîzeke Hesê Dûdêyî heye. [2322 cihani_bilican] Ewî ew heft kur û qîza xwe fêrî her cure fend û fêlên pehlewantiyê kiriye. [2323 cihani_bilican] A, Gîha li ser rehên xwe şîn dibe. [2324 cihani_bilican] Têjikên maran bê jahr nabin. [2325 cihani_bilican] Tewawî zaroyên Hesê Dûdêyî jî wekî wî pehlewan în. [2326 cihani_bilican] Hemû gir û beranîne. [2327 cihani_bilican] Li nav koma heval û hevtemenan da dûr va dihêne xûyanê. [2328 cihani_bilican] Hemêşe bihostekê li ser hevalan dikevin. [2329 cihani_bilican] Kiça Hesê Dûdêyî çarimîn biçûka malê ye. [2330 cihani_bilican] Navê wê Werdek e. [2331 cihani_bilican] Lê bi şîrînî dibêjinê Werdê. [2332 cihani_bilican] Rastî jî hema Werdê bînanî Werdekekê ciwan û wekî qazekê binaz û wekî eluhekê jîr û jêhatî, tîjçeng û zîx e. [2333 cihani_bilican] Hind ciwan e, nazê li erd û esmanan dike.. Dibêje tavê tu dernekeve, ezê derkevim. [2334 cihani_bilican] Rûmetê wê yê soresipî parava tê xûyanê. [2335 cihani_bilican] Bejina wê bilind, sîngê wê bi ber û navtenga wê zirav e . [2336 cihani_bilican] Çavên wê şîn, tu dibêjî cotek oqyanosin. [2337 cihani_bilican] Bijangên reş û birûyên kêşayî bînanî perên reşdalaşan diteyisin. [2338 cihani_bilican] Biskên wê yê badayî dirijin ser navqeda zirav. [2339 cihani_bilican] Gerdena wê bînanî gerdena sîh û qazan bilind û mermerîn e. [2340 cihani_bilican] Dema ko bi rêve diçe, weke mahîneke dêlgirêdayî girmegirm li binê piyên wê tê. [2341 cihani_bilican] Yeke bi zend û bend û tevkutayî û tevbadayî ye. [2342 cihani_bilican] Çi kesî nikarî xwe li ber ciwanî û bedewetiya wê ragirta. [2343 cihani_bilican] Ewê dilê gelekan kiribû av. [2344 cihani_bilican] Werdê jî weke bav û her heft birayên xwe pehlewan e. [2345 cihani_bilican] Li ber destê bavê xwe hîmî her cure fend û fêlên pehlewantiyê bûye. [2346 cihani_bilican] Li nav êla Mîr Elî Siwaranî da debe, ko mehê carekê genc û law û xurtên pêragiheştî, li meydana zoranê da berev dibin û milmilanê dikin. [2347 cihani_bilican] Li wê rojê da giştî xelkê êlê derdikevin temaşa zoranbazan. [2348 cihani_bilican] Mîr bixwe bi giregire û ridênsipî û berdevk û pehlewanên xwe va li rêza pêşîn li ser rûniştekên kevirîn rûdinên û li zoranbazan û çawaniya milmilanêya wan dinihêrîn. [2349 cihani_bilican] Li nav wan zoranbazana da, kê bibe berinde, ji layê Mîrî va tê xelat kirinê. [2350 cihani_bilican] Eve sê, çar salin, ko Werdê jî ketiye nav gera milmilanê da. [2351 cihani_bilican] Ewê pêş da li gel kiçikan milmilanê dikir. [2352 cihani_bilican] Lê ewê giştî kiçikên êlê li milmilanê da şikandibû. [2353 cihani_bilican] Êdî li nav kiçikên êlê da çi kiçekê ji xwe ra nedidît, di gel Werdê milmilanê bike. [2354 cihani_bilican] Li ber wê hindê bû, ko Werdê ketibû nav gera kurikan da. [2355 cihani_bilican] Ewê pêş da bi birayên xwe ra milmilanê dikir. [2356 cihani_bilican] Ewê her sê birayên xwe yên mezin jî li meydana zoranê da li pêş çavên giştî temaşevanan da li erdê dabû. [2357 cihani_bilican] Piştî hînga li ser daxwaza bavê xwe û Mîrî bi xortên dî ra ketibû zoranbaziyê. [2358 cihani_bilican] Ewê ew xortana jî işkandibûn; berebere Werdê navê pehlewantiyê girtibû. [2359 cihani_bilican] Hemûyan digotinê Werda pehlewan. [2360 cihani_bilican] Êdî wisan lê hat, ko çi pehlewan û zorbeyên êlê jî ji xwe ra nedidîtin, ko bi Werdê ra milmilanê bikin. [2361 cihani_bilican] Nav û dengê pehlewantiya Werdê li çar nikarê Kurdistanê ra derbasî welatên dereke jî bibû. [2362 cihani_bilican] Nav û dengê wê li ber guçkên pehlewanên rom û ereb û eceman ketibû. [2363 cihani_bilican] Ewî navî her yek li xwazîkekê da şewitandibû. [2364 cihani_bilican] Navê Werdekê bibû pirzika li ser zimanê xas û nasan. [2365 cihani_bilican] Werdê bibû xewin û xiyala pehlewanan. [2366 cihani_bilican] Êla Mîr Elî Siwaranî cînva bi serê Werdekê sûnd dixwarin. [2367 cihani_bilican] Erê, Werdekê xewa gelek genc û xortên Mîr û began herimandibû. [2368 cihani_bilican] Gelek pehlewan li hejîk û evîna Werdekê da dişewitîn. [2369 cihani_bilican] Li her alî ji malên giregire û mîr û beg û şah û padişahan ra dihatin mala Hesê Dûdêyî xwazginiyê Werdekê. [2370 cihani_bilican] Lê Werdekê mercek danî ye. [2371 cihani_bilican] Ewê gotiye, her kesê ko bikaribe li milmilanê da pişta wê li erdê bidê, dê wî ya bike. [2372 cihani_bilican] Lê eger kesek bi mebesta zewacê di gel wê milmilanê bike û neşê wê li erdê bide, dê li ber çavên hemû temaşevanan da bête siza danê. [2373 cihani_bilican] Sizaya ewê torandî jî eweye, ko dê li pêş çavên giştî temaşevanan da, kulîmekên wî dax bikin. [2374 cihani_bilican] Ta roja îro gelek kulîmek li ser Werdê hatibûn dax kirinê. [2375 cihani_bilican] Gelek dil jî ji bona Werdê bibûne patîlok, lê newêrîbûn li wê bareyê da devê xwe jî vekin. [2376 cihani_bilican] Evîna Werdekê li dilê wan da bibû derd û kul. cihani_bilican] [2377 cihani_bilican] Werdekê pê kutaye bîst saliyê. [2378 cihani_bilican] Ta roja îro li her alî gelek kesên bi nav û deng hatine xwazginiyê Werdekê û xwestine wê bêy merc, lê bi barên zêr û zîvan bikin bermaliya mala xwe. [2379 cihani_bilican] Bikin bûka xwe. [2380 cihani_bilican] Lê Werdek kiçkiçanî li ser gotina xwe rawesta ye. [2381 cihani_bilican] Ewê destê xwe li sîngê xwe dida û digot: [2382 cihani_bilican] »Ez ne ew qîza me ko ji bona malê cîhanê, li ser gotina xwe bizivirim. [2383 cihani_bilican] Ezê heta hetanî li ser gifta xwe rawestim. [2384 cihani_bilican] Ez ne ew qîza me ko ji bo malê cîhanê bixapim û ji mercê xwe çavpoşiyê bikim.« [2385 cihani_bilican] Gelek pîrejin û porsipiyan bi destekî ew tek dikirin û digotinê: [2386 cihani_bilican] »Kiçê! [2387 cihani_bilican] Were li kerê decali peya be! [2388 cihani_bilican] Kiça min mercê te pir giran e. [2389 cihani_bilican] Ka ew pehlewanê ko bikaribe pişta te li erdê bide. [2390 cihani_bilican] Yezdan kem, tu yê hema wisan qîz bimînî. [2391 cihani_bilican] Heyfa te canika ciwan nîne, tu van zend û bendane, van çavên şîn ko tu dibêjî deryaya bêbine, çima bêçine pûç dikî?! [2392 cihani_bilican] Were xwesta kurê filan mîrî, yan filan padişahî bipejirîne...« [2393 cihani_bilican] Lê her gava ko Werdekê gotin û bispartineke weha ji devê jinekê, ji devê destekekê bibihîsta, ew jin yan ew desteke bê avirû dikir. [2394 cihani_bilican] Wisan lê dikir ko seqan nan ji destên wan nedigirtin. [2395 cihani_bilican] Li bersiva wan da digot: [2396 cihani_bilican] »Ez ne ew kiça me, ko bona zêr û zîv û malê cîhanê nav û deng û averûya xwe bidim bayê. [2397 cihani_bilican] Ezê heta hetayî li ser gifta xwe rawestim.« [2398 cihani_bilican] Bavê wê Hesê Dûdêyî jî qet quretiya dilê kiça xwe nedişkand. [2399 cihani_bilican] Her kî bihata xwazginiyê Werdekê, digotê: [2400 cihani_bilican] »Ez qet nikarim mercê kiça xwe bişkênim. [2401 cihani_bilican] Kiça min serbest e.« [2402 cihani_bilican] Ya rastî qet dilê Hesê Dûdêyî jî nedixwest, ko keça wî, pehlewana wî li nav koma pehlewanên wî da derkeve û here têkeve bin lepên xelkê. [2403 cihani_bilican] Yek ji wan ên ko evîna Werdekê dil û cergên wî peritandibû, lê ji daxa kulîmekê ditirisiya, Ehmed Begê kurê Mîr Elî Siwaranî, bû. [2404 cihani_bilican] Dilê wî li evîna Werdekê da bibû patîlok. [2405 cihani_bilican] Lê ji tirsa daxa kulîmekê nediwêrî ew raza xwe li bal çi kesî servekira. [2406 cihani_bilican] Ew li evîna çavên Werdê yên şîn û bejin û bala wê ya bilind û li hemûyê giringtir li evîna pehlewantiya Werdekê da dişewitî. [2407 cihani_bilican] Dilê wî li ber agirê vê evîna malçol da bibû kizik. [2408 cihani_bilican] Şev û roj hewk û aram jê hatibû birînê. [2409 cihani_bilican] Ewî bona wê hindê ko çavên wî zû bi zû li Werdekê bikeve, gera milmilanêya genc û lawan li mehê carekê kiribû mehê du caran. [2410 cihani_bilican] Herdu heftiyan carekê bixwe li ser rêncberan ra radiwesta, meydana zoranê bi wan dida paqij kirinê û gera zoranê digerand. [2411 cihani_bilican] Li roja zoranê da ew her tim li rêza pêşîn rûdinişt û çavên xwe dikuta nîveka meydanê. [2412 cihani_bilican] Gelek caran jî li milmilanêya bi merc da, gava ko xwazginiyekî bitoranda, bixwe li ser serê celadan ra radiwesta û xwazginiyê torandî dida dax kirinê. [2413 cihani_bilican] Ewî dixwest bi vê hindê xwe li dilê Werdekê da cî bike. [2414 cihani_bilican] Lê Werdeka malava qet avirekî sar jî nedidayê. [2415 cihani_bilican] Qet ji derman ra jî dîna xwe nedida wî. [2416 cihani_bilican] Hindek caran avirekî sar, lênihêrîneke tevizî û bi xeşim, heylo dujûneke tund jî daxa dilê mirovî daxa dilê dilketiyan sar dike. [2417 cihani_bilican] Gelek caran bihîstina dujûneke tund û qilêrîn, ji layê dilberan bo dilketiyan derman [2418 cihani_bilican] e. [2419 cihani_bilican] Ehmed Beg hema li xwazîka avirekî tund û dujûneke qilêrîn da jî disot. [2420 cihani_bilican] Lê Werdek xatûnê qet ew li ber çi tiştî nedihejmart. [2421 cihani_bilican] A, evê hindê lap agir bi dil û hinavên Ehmed Begî dida û evîneke tevî kînê li dilê wî da cî dikir. [2422 cihani_bilican] Evîna tevî kînê pir dujwar e. [2423 cihani_bilican] Evîndarê derdgiran ne ewe ko dest ji evîna xwe bikişîne, ne jî ewe ko dijî evîna xwe bilive. [2424 cihani_bilican] Destê wî ji guliyên daran qetiya ye. [2425 cihani_bilican] Erê dilê Ehmed Beg yê birîndar, a li vê evînê da diaviya û dibihuşt. [2426 cihani_bilican] Berebere evîna serneketî cîhê xwe dida kerb û kînê. cihani_bilican] [2427 cihani_bilican] Silêmanî gelek caran dema ko diçû zomê ciriya şivanan bîne, milmilanêya Werdekê û pehlewanan bi çav didît. [2428 cihani_bilican] Gelek caran li çawaniya guleşgirtina wê hûr dibû. [2429 cihani_bilican] Êdî ew baş li ser fend û fêlên guleşanêya wê ketibû. [2430 cihani_bilican] Dizanî ew çawa xenîmên xwe li erdê dide. [2431 cihani_bilican] Herwisan gelek caran daxkirina kulîmekên pehlewanên torandî jî bi çav dîtibû. [2432 cihani_bilican] Her dema ko li vê barê da dihizirî, gurzî li leşê wî ra diçûn. [2433 cihani_bilican] Wî zor caran xwe çirçirandina pehlewanan, dest û pê kutana wan li jêr daxê da dîtibû. [2434 cihani_bilican] Dema ko rewşa pehlewanakî şikestxwarî, ew jî ji destê kiçekê, li jêr daxê da dihanî ber çavên xwe, mûyên leşê wî dibûn şûjin û derzî. [2435 cihani_bilican] Pirça serê wî ji kolozê wî ra diavîte derva. [2436 cihani_bilican] Ew pehlewanê ko nav û dengê wî û mêraniya wî belawî cîhanê bibû, weke berxekî bixwe pê piyên xwe dihate ber kêra bikojan. [2437 cihani_bilican] Digotin, gelek ji wan pehlewanana piştî daxê biecîbûn. [2438 cihani_bilican] Kêm pehlewanek, ew jî pehlewanekî bêşerm û fedî, pehlewanekî bêar û fehêt piştî daxê zindî dima. [2439 cihani_bilican] Zor dujwar e, gelekê sext e, mêrek bi destê kiçekê bête dax kirinê. [2440 cihani_bilican] Ew jî mêrê ko bi nav û deng be. [2441 cihani_bilican] Pehlewan be. [2442 cihani_bilican] Li meydana şeri da mêr û pehlewan kuştibe. [2443 cihani_bilican] Talan vergeran dibe. [2444 cihani_bilican] Bac û bêş bi zora şûrê xwe li neyaran stan dibe. [2445 cihani_bilican] Şikesta mêrekî weha ji destê kiçekê, her çend pehlewan be jî, pir dujware. [2446 cihani_bilican] Mirina wî mêrî ji mayîna wî gelekî çêtir e. [2447 cihani_bilican] Mirin ji wî ra ji zêrên zer jî çêtir e. [2448 cihani_bilican] Bila bimre, qet nemîne. [2449 cihani_bilican] Evana hemû gotinên xelkê bûn. [2450 cihani_bilican] Ew mêra ew pehlewana eger li bin daxê da derkeve û cergê wî ker nebe jî, êdî rûmeta wî, avirûya wî, sengî û giraniya wî li nav komelê da namîne. [2451 cihani_bilican] Êdî li ber şerman neşê rû li gel û komelê bikeve. [2452 cihani_bilican] Ber şerman nikare li mal derkeve. [2453 cihani_bilican] Li siya xwe disilike. [2454 cihani_bilican] Li siya xwe şerm dike. [2455 cihani_bilican] Şermê ji navê xwe û hebûna xwe dike. [2456 cihani_bilican] Li ber şerman nikare li nav çavên kes û kar û xizm û dost û nasên xwe jî binêre. [2457 cihani_bilican] Êdî ew bûye serhevda serê mala xwe, malbata xwe, xêl û eşîreta xwe. [2458 cihani_bilican] Ne tenê ew bêavirû bûye, belkû malbata wî, kes û kar û xinamî û dost û yar û xêl û eşîreta wî jî bêavirû bûne. [2459 cihani_bilican] Li ber vê hindê bû, ko pişka zore pehlewanên ko dihatin dax kirinê, li ber şerm û kerban biecîbûn. [2460 cihani_bilican] Li ber şerman ji mal derneketibûn. [2461 cihani_bilican] Li bin siyê da mabûn. [2462 cihani_bilican] Li bin siyê da zer û zerhimî bibûn û miribûn. [2463 cihani_bilican] Yan jî hema li yekimîn şeva şikestê da, xwe kuştibûn. [2464 cihani_bilican] Xwe li ser şûrê xwe da avîtibûn û şûrê wan li pişta wan ra derketibû. [2465 cihani_bilican] Xwe darda kiribûn. [2466 cihani_bilican] Xwe li ser nêza xwe da avîtibûn û nêzê li navmilê wan ra hilavîtibû. [2467 cihani_bilican] Çunkî dizanîn serhevda serê gelê xwe ne. [2468 cihani_bilican] Dizanîn ko mirina wan ji mayîna wan baştir e. [2469 cihani_bilican] Taze piştî mirina wan jî ew nava li ser malbat û xêl û eşîret û welatê wan ranedibû. [2470 cihani_bilican] Navê malbata wan, navê xêl û eşîret û gel û welatê wan dibû, xêla qûnbidaxan. [2471 cihani_bilican] Silêman li van bîr û hizrana da cûm bibû. [2472 cihani_bilican] Xwe jî yêk ji wan pehlewanan dizanî. [2473 cihani_bilican] Xwe ji xwe ra dihizirî û digot: [2474 cihani_bilican] »De kanê çi lê tê? [2475 cihani_bilican] He çi li ser eniya mirovî hatibe nivîsînê, ewê bê serê mirovî. [2476 cihani_bilican] Ez ko nizanim ka çi li ser eniya min hatiye nivîsînê. [2477 cihani_bilican] Ez ko sernivîsa xwe nizanim. [2478 cihani_bilican] Diqewime heye ez jî yêk ji wan bim, yên ko li jêr daxê da can didin.« [2479 cihani_bilican] Lê berewajî van bîr û hizrana bejin û bala Werdê, rewta wê û pehlewantiya wê, çavên wê yên şîn, qet çi caran li pêş çavên Silêmanî nediçûn. [2480 cihani_bilican] Ji wê hindê pêve ko Silêmanî gelek caran Werdek li meydana zoranê da dîtibû, pir caran ew di gel qîz û bûkên zomê jî, kuliyên hiriyê li zendan dihatin bêriyê. [2481 cihani_bilican] Gava ko bêrivan dihatin bêriyê, Werdek jî wekî porsipiyekê li ser wan ra radiwesta û ferman dida wan. [2482 cihani_bilican] Hînga lap Silêmanî dikarî ewê li nêzîkva bibîne û evîna wê li nav peroka dilê kul da binitilîne. [2483 cihani_bilican] Taze nîne, mêjve ye, ko Silêmanî Werdê bi çavan dîtî ye û bi dil û canan evandiye. [2484 cihani_bilican] Mêjveye, ko kevotka evîna Werdekê li kûraniya dilê Silêmanî da hêlûn daniye. [2485 cihani_bilican] Mêjve ye, ko Silêman bûye evîndarekî dilbirîn. [2486 cihani_bilican] Ev du salên xiştin, ko Silêman li ber pezê Mîr Elî Siwaraniye. [2487 cihani_bilican] Kêmtir ji du salan jî nîne ko evînê dilê wî peritandiye. [2488 cihani_bilican] Kêmtir ji du salan nîne ko tîra evîna Werdekê dilê wî yê kul hingavtiye. [2489 cihani_bilican] Lê ji wî pêve ta roja îro çi kes bi wê raza nehînî û sergirtî nehesiya ye. [2490 cihani_bilican] Ew nawêre ewê raza xwe li bal çi kesî serveke. [2491 cihani_bilican] Silêman niha bûye sereşivanê mihiyan. [2492 cihani_bilican] Ca niha bilûrekê lêdide, ko dengê bilûra wî li mejiyê hestikên mirovan da kar dike. [2493 cihani_bilican] Dengê bilûra wî dilê keviran nerm dike. [2494 cihani_bilican] Nêriyê xoyîdayî li ser avê verdigerîne. [2495 cihani_bilican] Mehekî, dûyan berî niha revdeyek gur bi keriyê Silêmanî hewilîbûn. [2496 cihani_bilican] Lê Qafreşi her li şeva yêkê da gurekî mezin, angorî cendekê kerekî xendiqandibû. [2497 cihani_bilican] Îca Silêmanî pez bi hîviya dajoyan va hêlabû. [2498 cihani_bilican] Nêriyek serjêkiribû. [2499 cihani_bilican] Kiribû qurban. [2500 cihani_bilican] Cendekê nêriyi avîtibû ser pişta guhdirêja şivanî. [2501 cihani_bilican] Cendekê gurgi jî danîbû rex û Qafreş dabû dû xwe û çûbû nava zomê. [2502 cihani_bilican] Gava ko xelkê zomê pê hesiyabûn, hûr û gir hemû hatibûn pêşewaza Silêmanî. [2503 cihani_bilican] Mîrî kurkê xwe yê Hezoyî ji milê xwe şiqitandibû û avîtibû milê Silêmanî. [2504 cihani_bilican] Werdekê jî bixwe bi destên xwe ji Qafreşi ra hevrîşk çêkiribû û danîbû ber Qafreşi. [2505 cihani_bilican] Mîrî zengilekî zeng, zengilê nêriyan bi destên xwe kiribû ustuyê Qafreşi da. [2506 cihani_bilican] Hînga bû ko Werdekê li nava qîz û bûkan da, li ber çavên hemûyan ji Silêmanî xwestibû, bonetî gurêxiya Qafreşi demekê ji wan ra li bilûrê bide. [2507 cihani_bilican] Ca Silêmanî jî kelên ji dest xwe dernedabû. [2508 cihani_bilican] Li derfendê wec wergirtibû, qiliftîva bi miqamê, Qaz Werdeka gola kûrîn li bilûrê dabû. [2509 cihani_bilican] Werdekê ta kutayê guhdariya bilûra Silêmanî kiribû, û pir keyfxweş bibû. [2510 cihani_bilican] Silêmanî ew dîmena anî ber çavên xwe. [2511 cihani_bilican] Xwe ji xwe ra got: [2512 cihani_bilican] »Gelo ma nabe, ko bilûrê dilê wê nerm kiribe?« [2513 cihani_bilican] Silêmanî nikarîbû raza dilê xwe servekira. [2514 cihani_bilican] Eger ew raza servekira, yê li nava êlê da biba polekî bi du peran. [2515 cihani_bilican] Qet ne tenê Werdekê û bav û birayên wê, ev yeka nedipejirandin, belkû xelkê jî qet nedipejirandin. [2516 cihani_bilican] Xelkê yê bigotana; Darik û dêre?! [2517 cihani_bilican] Hirç û gêre?! [2518 cihani_bilican] Hêştir û leblebî?! [2519 cihani_bilican] Reqe û xelîlî?! [2520 cihani_bilican] Ruvî û şaristan?! [2521 cihani_bilican] Gurg û eywan?! [2522 cihani_bilican] Şivan û dîwan?! [2523 cihani_bilican] Werdê û Silêman?! [2524 cihani_bilican] Her cure bîr û hizran xwe li serê wî didan. [2525 cihani_bilican] Van rojana lap bêhewuk bûye. [2526 cihani_bilican] Bînanî tiştê ko dabe serê wî. [2527 cihani_bilican] Hema bixwe ji xwe ra xeber dide. [2528 cihani_bilican] Taze danê bêriyê dest pê bibû. [2529 cihani_bilican] Qîz û bûk hemû rojê berî germegerma nîvro satil û kodik û meşkên xwe dadinîne ser pişta guhdirêjan û bi xwe jî her yekê kuliyeke hiriya mihiyan li zendên xwe dialandin û teşiyên xwe didane destên xwe û dihatin bêriyê. [2530 cihani_bilican] Gelek rojan Werdek jî bi wan ra di-hat. [2531 cihani_bilican] Rojek ji rojên kutaya meha gulanê bû. [2532 cihani_bilican] Der û deşt li kulîlkên rengareng da diçilvilîn. [2533 cihani_bilican] Taze ewe heftiyek bû, ko guran Qafrşê Silêmanî xendiqandibûn. [2534 cihani_bilican] De pêşiyan gotine: Cerê avê, dê di riya da bişkê Qafreşê gurêx jî ko li dirêjaya mehekî duyan da çendîn gurg xendiqandibûn û ji layê Mîrî ve hatibû xelatkirinê, ew jî şevekê kete gîra gurgan û bi dev û lekmên gurgan hate pirozekirinê. [2535 cihani_bilican] Silêman hê ji şîna Qafreşi kuta nebibû. [2536 cihani_bilican] Ewî xwe dabû ser kevirekî pêşberî bêriyê û bilûra xwe dabû ser lêva xwe û bi miqamekî şewat ditûrande bilûrê. [2537 cihani_bilican] Durust li wê demê da bû, ko dîsan qîz û bûkên zomê weke her car teşiyên wan li destên wan da, bi ken û henek ber bi bêriyê dihatin. [2538 cihani_bilican] Her yekê çepikeke gulsosinan jî li rex kaniya serê rê çinîbûn û li ber serê xwe ra li ber girdêlên xwe ra kiribûn. [2539 cihani_bilican] Digotin û dikeniyan û ber bi bêriyê dihatin. [2540 cihani_bilican] Gava ko nêzîkî bi keriyi kirin, Silêmanî dît ko Werdek jî waye bi wan ra ye. [2541 cihani_bilican] Silêman ew miqamê şewat guhest û dest pê kir, dîsan heman miqamê »Qaz Werdeka gola kûrîn« lêda. [2542 cihani_bilican] Ta ko koma zeriyan pêra giheştin jî, ewî hema wisan li bilûrê dida. [2543 cihani_bilican] Kerî ber bi mexel hat. [2544 cihani_bilican] Bêrîvanan jî teşî û kuliyên xwe danîn û satil û kodikên xwe hildan û daketin nava mihiyan û xerîkî dotinê bûn.Werdek jî weke porsipiyekê li ser wan ra rawestaye û hem teşiyê dirîse, hem jî fermanê dide wan. [2545 cihani_bilican] Lê Silêman hê jî li ser kevirê pêşberî bêriyê peya nebûye û bi gef û gur û bi dilekî birîn û dengekî bilind li bilûrê dide. [2546 cihani_bilican] Mirovî peyv bi peyvên istiranê ji miqama bilûrê ra têdigihîşt, ko digot: [2547 cihani_bilican] Qaz Werdeka gola kûrîn Qaz Werdeka gola kûrîn Te mêrkoja tipil bi xwîn Çavhêşîna mêrxas bizdîn Pehlewana kember zêrîn Bavêzdîka Yezdanhebîn Kurdîbêja ezman şîrîn Cergê min sot dil kir birîn Cergê min sot dil kir birîn Dilkê kul kir cîkê evîn Qaz Werdeka gola kûrîn... [2548 cihani_bilican] Werdê soromoro bibû. [2549 cihani_bilican] Ew êdî lap bi nêta dilê wî hesiyabû. [2550 cihani_bilican] Êdî raza dilê Silêmanî bi wî miqamî li bal wê eşkere bibû. [2551 cihani_bilican] Bi hêrs li ser Silêmanî da setem kir û gotê: [2552 cihani_bilican] »Tûretûra bilûra te serê me bir. [2553 cihani_bilican] Çî ye tu wekî kundekî li ser keviri rûniştiyî, tu nayê alî bêrîvanan? [2554 cihani_bilican] Were alî van!. [2555 cihani_bilican] Were bigre serê bizinan, bila bêrîvan zû kuta bikin.« [2556 cihani_bilican] Lê Silêmanî du, sê carên dî jî li heman wî miqamî zivirîbû. [2557 cihani_bilican] Êdî dabû serê Silêmanî. [2558 cihani_bilican] Deriyaya evînê hatibû coşê. [2559 cihani_bilican] Kel diçû. [2560 cihani_bilican] Fûrvedida û li ser ra diavît. [2561 cihani_bilican] Êdî Silêmanî nikarî berayîka xwe bigirta. [2562 cihani_bilican] Li ser kevirê ko lê rûniştibû, rabû. [2563 cihani_bilican] Xwe dakuta. [2564 cihani_bilican] Bilûra xwe li ber pişta xwe ra kir. [2565 cihani_bilican] Dakete nav pezî û ber bi bêrîvanan çû. [2566 cihani_bilican] Gava ko gihîşte bal bêrîvanan, bi milê bêrîvanekê ra girt û ew tek kir û bû pistepista wî tiştek li guçkê wê da got. [2567 cihani_bilican] Bêrîvan wehimî. [2568 cihani_bilican] Zendegirtî ma. [2569 cihani_bilican] Sist bû. [2570 cihani_bilican] Milê wê kete ber da. [2571 cihani_bilican] Li Silêmanî qetiya û tirsetirs ber bi Werdekê çû. [2572 cihani_bilican] Bi wê rewşê ra bêrîvanên dî jî seha tiştekê kirin. [2573 cihani_bilican] Ewan jî satil û kodikên xwe danîne erdê û ber bi Werdekê çûn. [2574 cihani_bilican] Hemû li ser hev da quricîn. [2575 cihani_bilican] Ewê bêrîvan ko Slêmani pê ra xeberdabû, gote Werdekê: »Sereşivan dibêje, bêje xatûna xwe bila min bike. [2576 cihani_bilican] Eger napejirîne bila were em guleşanê bikin. [2577 cihani_bilican] Eger kiça babê xweye, bila li ser mercê xwe raweste.« [2578 cihani_bilican] Werdê soromoro bû û got: [2579 cihani_bilican] »Çi nake kulîmekên wî jî daxan dixwazin.« [2580 cihani_bilican] Bi vê gotina xwe ra gazî kir: [2581 cihani_bilican] »Lolo sereşivano! [2582 cihani_bilican] Dibêje qey tu jî serê xwe li kendalan didî. [2583 cihani_bilican] We diyar e ko kulîmekên te jî daxan dixwazin. [2584 cihani_bilican] Xwe teyar ke, were meydanê. [2585 cihani_bilican] Ez li ser gotina xwe me.« [2586 cihani_bilican] Îca Werdê teşî û kuliyên xwe danî erdê. [2587 cihani_bilican] Guhar û gerdenî û bercênîkên xwe vekir. [2588 cihani_bilican] Gustîl û bazin û tetikên xwe deranî. [2589 cihani_bilican] Xemla xwe şêland û xişlê xwe şiqitand. [2590 cihani_bilican] Şûtika xwe girêda û xwe qişt kir û dakete meydanê. [2591 cihani_bilican] Silêmanî jî tatikê xwe yê şivaniyê danî erdê. [2592 cihani_bilican] Kewanê xwe ji milê xwe jorda anî. [2593 cihani_bilican] Tîrdanka xwe ji milê xwe vekir. [2594 cihani_bilican] Xencera xwe li ber pişta xwe deranî. [2595 cihani_bilican] Pişta xwe şidand. [2596 cihani_bilican] Xwe amade kir û qişt û qivrax dakete meydanê. [2597 cihani_bilican] Bêrîvan û şivanan jî dest ji her karî kêşan û bi sosret û zendemayî çît girtin, dîna xwe dane herdu pehlewanan. [2598 cihani_bilican] Herdu pehlewan bi gef û gur daketin meydanê. [2599 cihani_bilican] Dest li navtenga hevdu ra şe kirin û hevdu birin û anîn. [2600 cihani_bilican] Hevdu hevraz û berjêr kirkaş kirin. [2601 cihani_bilican] Gava ko taze destên wan gihîşte hev, dilê Silêmanî weke tifka asinkeran dikuta. [2602 cihani_bilican] Hema hindik mabû li destpêkê da xwe bi destê Werdekê va berda. [2603 cihani_bilican] Dilê wî ji tirsan nedilerizî, belkû ew lerz, lerza evînê bû. [2604 cihani_bilican] Hindik mabû ko bêhna wî bigre. [2605 cihani_bilican] Lê Silêmanî xwe berev kir û dilê xwe kire jêr desthelatdariya hişê xwe da. [2606 cihani_bilican] Taze kerî hatibû bêriyê. [2607 cihani_bilican] Taze tav şirîn bibû, ko herdukan bi hev girtin. [2608 cihani_bilican] Zorgivişk dane hev. [2609 cihani_bilican] Dewsa piyên wan weke dewsa kotanên werzigarên deşta Geverê, erdê bêriyê tîş tîşî dikirin. [2610 cihani_bilican] Erdê mexel li ber piyên wan hate cot kirinê. [2611 cihani_bilican] Bû nîvro. [2612 cihani_bilican] Tav hate raserî serê wan. [2613 cihani_bilican] Lê hê jî hema wisan yekbêhin hevdu hevraz û berjêr kirkaş dikirin. [2614 cihani_bilican] Zor didane hevdu. [2615 cihani_bilican] Hevdu pal didan. [2616 cihani_bilican] Navlinganî davîtin ber piyên hevdu. [2617 cihani_bilican] Hingê kelan û nixdên gamêşan didane hevdu. [2618 cihani_bilican] Taw li pişta hevdu dixistin. [2619 cihani_bilican] Sebeta sîngên hevdu bi gişt hêz û şiyanên xwe va digivaştin. [2620 cihani_bilican] Qirpeqirpa pişt û pîlên wan bû. [2621 cihani_bilican] Helkehelk bi herduyan jî ketibû. [2622 cihani_bilican] Dajoyan dil didane ber dilê sereşivanê xwe. [2623 cihani_bilican] Bêrîvanan jî han didane xatûna xwe: [2624 cihani_bilican] »Werdê ha Werdê! [2625 cihani_bilican] Werdê ha Werdê! [2626 cihani_bilican] Ha şepala bêheval! [2627 cihani_bilican] Ha şêra sor! [2628 cihani_bilican] Hay hay! [2629 cihani_bilican] Şêr şêr e, çi jine çi mêre. [2630 cihani_bilican] Werdê xwe bidê! [2631 cihani_bilican] Kiçê hindik maye. [2632 cihani_bilican] Xûyê li ser ra avîtiye. [2633 cihani_bilican] Qûna wî jî daxan dixwaze. [2634 cihani_bilican] De dayîka me Werdê. [2635 cihani_bilican] De Werdeka gola şîn! [2636 cihani_bilican] Dey xûşka heft birayan. [2637 cihani_bilican] Dey dey, pehlewana Yezdanhebîn! [2638 cihani_bilican] » [2639 cihani_bilican] Dema ko Silêmanî navê daxê bihîst, cîhan li pêş çavên wî reş û tarî bû. [2640 cihani_bilican] Xwe berev kir û li vî serê meydanê ta serê hanê Werdek kire kirkaşê da. [2641 cihani_bilican] Di gel vê rewşê şivanan bi hev ra navê Silêmanî anîn: [2642 cihani_bilican] »Silêman ha Silêman ! [2643 cihani_bilican] Ha şêrê sorî navmilpan! [2644 cihani_bilican] Hema hindik maye ha! [2645 cihani_bilican] Te baş navteng jê standiye! [2646 cihani_bilican] Derfendê nedê! [2647 cihani_bilican] Zorgivişkan bidê! [2648 cihani_bilican] Silêman ha Silêman! [2649 cihani_bilican] Şêrê sorî navmilpan!..« [2650 cihani_bilican] Vê carê Werdekê zorgivişkek da Silêmanî û li wî serê meydanê ko Silêmanî ew pal dabû, bi paldan û berxwedan Silêman paşopaşo ta naverasta meydanê pal da. [2651 cihani_bilican] Bêrîvanan dîsan kirin gazî: [2652 cihani_bilican] »Ha Werdeka gola şîn! [2653 cihani_bilican] Ha şepala çeng bi xwîn! [2654 cihani_bilican] Kiçê daxikan sor bikin! [2655 cihani_bilican] Hindik maye. [2656 cihani_bilican] Ezê bixwe pê destên xwe qûnka wî dax bikim. [2657 cihani_bilican] Qûna te daxan dixwaze kereşivano!..« [2658 cihani_bilican] Bi bihîstina navê daxê ra xûna Silêmanî hate coşê. [2659 cihani_bilican] Hindî zor û şiyan li leşê wî da hebû, xwe dayê. [2660 cihani_bilican] Dîsan Werdek kire kirkaşê. [2661 cihani_bilican] Dîsan ew li serê meydanê ber bi binê meydanê pal da. [2662 cihani_bilican] Lingekî Werdekê li ber fistiqî. [2663 cihani_bilican] Werdek kûşkê xwaromaro bû. [2664 cihani_bilican] Lê bi dengê bêrîvanan ra xwe rast kir. [2665 cihani_bilican] Xwe kire binçengê Silêmanî û ew lev pêça. [2666 cihani_bilican] Hindik mabû ko Silêmanî li ser taqa piştê li erdê bide, lê Silêmanî derfend nedayê û navlinganî avîte ber lingê wê û li nîveka meydanê da ew werpêça û li ser taqa piştê li erdê da. [2667 cihani_bilican] Qîjîn bi bêrîvanan û qûtîn bi şivanan ket: [2668 cihani_bilican] »Hay Silêmanî Werdê li erdê da. [2669 cihani_bilican] Hay Silêmanî Werdê danî erdê...« [2670 cihani_bilican] Şivanan gazî berxvanan kirin. [2671 cihani_bilican] Bexvanan gazî golikvan û gavana kirin. [2672 cihani_bilican] Gavanan revîvan û kelevan û hêştirvan pê hesandin. [2673 cihani_bilican] Hêştirvanan gazî pale û pincarçinan kirin. [2674 cihani_bilican] Pale û pincarçinan malîvan pê agadar kirin. [2675 cihani_bilican] Ev hawariya bînanî birûskê belayî axaran bû û berî zivirîna bêrîvanan gihîşte nava êlê. [2676 cihani_bilican] Hesê Dûdê bibû pilingekî dev bi xûn. [2677 cihani_bilican] Tûre bibû. [2678 cihani_bilican] Wekî nerekî hêçbûyî kef li ser devî ketibû. [2679 cihani_bilican] Li ber hêrsan simbêlê xwe dicût. [2680 cihani_bilican] Lêva xwe dikot. [2681 cihani_bilican] Ewî destê çendik û çend pehlewan û mîr û beg û şah û padişahan paş da zivirandibû. [2682 cihani_bilican] Îca niha gereke destê kiça xwe, destê wê pehlewana xwe ya navdar, ko bi dehan pehlewan bi destê wê şkestibûn, dehan pehlewan bi destê wê bi fermana wê hatibûn dax kirinê, bigre û têke nav destên şivanekî. [2683 cihani_bilican] Ew jî şivanekî bêkes û kar. [2684 cihani_bilican] Şivanekî ne ji êlê û ne ji eşîrê. [2685 cihani_bilican] Qet kesî nizanî ka kurê kê ye û ji kû hatiye. [2686 cihani_bilican] Eva ji Hesê Dûdêyî ra şermeke mezin û serşoriyeke giran bû. [2687 cihani_bilican] Ewî êdî nikarî serê xwe li nav dost û dujminan da bilind bikira. [2688 cihani_bilican] Jê ra neng bû, neng. [2689 cihani_bilican] Gava ko li nav êlê da bû dengî û gotin: »Îro hema li nav keriyi da, Werdekê û Silêmanî bi hev ra milmilanê kirine û Silêmanî Werdek li erdê daye...« [2690 cihani_bilican] Her heft birayên Werdê, heylo birayê wê yê şeş heft salî jî xwe li çek û rihelên şeri da tev girêdabûn û gotibûn: [2691 cihani_bilican] »Em napejirînin. [2692 cihani_bilican] Emê serê Silêmanî bifirînin. [2693 cihani_bilican] Emê wî şivanê bêkes û kar bikin xwerê eluh û dalaşan. [2694 cihani_bilican] Emê porê Werdekê kur bikin. [2695 cihani_bilican] Emê wana herduyan jî hincîhincî bikin. [2696 cihani_bilican] Em vê milmilanêya li nepenî da napejirînin...« [2697 cihani_bilican] Bi bihîstina vê hawariyê ra hêvirze ketibû nava êlê. [2698 cihani_bilican] Şîn li ser mala Hesê Dûdêyî da hatibû. [2699 cihani_bilican] Xelkê êlê her yekê tiştek digotin. [2700 cihani_bilican] Hindik şa dibûn û dikeniyan. [2701 cihani_bilican] Hindik jî posîde û xemgîn bûn. [2702 cihani_bilican] Serê êvarê bû. [2703 cihani_bilican] Tavê xwe dabû serê çiyayên rojava, ko Werdek daketî, poraloz, posîde, bi şêl û şepêl, hevderketî, bi lêv û loper, daliqyayî daliqyayî bi koma bêrîvanan va gihîşte zomê. [2704 cihani_bilican] Jin û zar û pîr û kal hemû derketibûn ber devê xîvetan û li wan dinihêrîn. [2705 cihani_bilican] Hesê Dûdêyî li cil û bergên pehlewantiyê da, li çek û rihelên şêri da, bînanî şêrekî birîndar xwe pêşiya bêrîvanan ra gîhand. [2706 cihani_bilican] Bi dengekî tûre û lerizok li Werdekê pirsî: [2707 cihani_bilican] »Kiçê ya ko min bihîstiye, rast e!?« [2708 cihani_bilican] Werdê serê wê li ber da, porên wê rijiyayî li nav çavan, bêy hemdê xwe, li nava dev û lêvan da, wisan ko bizorê dihate seh kirinê, got: »Erê.« [directspeech cihani_bilican] Hey kiça min ! [2709 cihani_bilican] Te li kutaya temenê min da ez kirim hevalê şivanekî. [2710 cihani_bilican] Te li kutaya temenê min da ez bednav kirim.« [2711 cihani_bilican] Werdê serê xwe kiribû ber xwe û nediaxift. [2712 cihani_bilican] Hesê Dûdêyî li ser da qûriya û gotê: [2713 cihani_bilican] »Ez napejirînim. [2714 cihani_bilican] Ez kiça xwe nadim şivanekî.« [2715 cihani_bilican] Bi dengê wî ra çend mêr li xîveta Mîrî derketin û hatin bi milê wî ra girtin û ew ber bi dîwanxanê birin. [2716 cihani_bilican] Werdê jî bi serê daketî û bi şêl û şepêl ber bi mal çû. [2717 cihani_bilican] Dayîka wê hat û bi milê wê ra girt û ew bire hundurê konî. [2718 cihani_bilican] Ridênsipiyan Hesê birin hundurê dîwanxanê. [2719 cihani_bilican] Mîr li naverasta dîwanxanê da li ser doşekeke mexmerî bi palgî û berpal rûniştibû. [2720 cihani_bilican] Tevran simbêlên wî nedibirîn. [2721 cihani_bilican] Lamên wî dibiriqîn çavên wî dikeniyan. [2722 cihani_bilican] Li ber şabûna sêveke sor nediçû devê Mîrî. [2723 cihani_bilican] Gava ko Hesê Dûdê dakete hundurê dîwanxanê, Mîr li ber va hilqedimî û ciyê rûniştinê nîşanî wî da. [2724 cihani_bilican] Bi rûniştina Hesêyi ra, weke her car qawegerînan qaweyek danîne ber Hesêyi. [2725 cihani_bilican] Mîrî ciyê xwe xweş kir û du, sê caran bi destê xwe yê rastê xaba mexmerê doşka xwe tûmar kir û berê xwe li ser Hesêyi da kir û bi dengekî aram pirsî: [2726 cihani_bilican] »Hero Hesê ew gotegota rast e?« [2727 cihani_bilican] Hesê li wê demê da ko serê wî li ber da dernediket, bersiv da û got: [2728 cihani_bilican] »Erê rast e. [2729 cihani_bilican] Lê ez napejirînim« [2730 cihani_bilican] Dîwanxane li bêdengiyeke sosret da cûm bibû. [2731 cihani_bilican] Bo qaseke xurt deng ji çi kesî derneket. [2732 cihani_bilican] Heylo qawegerînan jî dest ji karê xwe kêşabûn. [2733 cihani_bilican] Paşî demeke xurt Mîrî bêdengiya dîwanxanê şkand û dîsan berê xwe li ser Hesêyi da kir û pirsî: [2734 cihani_bilican] »Tu ji vê qewimînê ra çi dibêjî Hesê ?« [2735 cihani_bilican] Ez napejirînim. [2736 cihani_bilican] Tu çawa napejirînî? [2737 cihani_bilican] Eva mercê kiça te ye. [2738 cihani_bilican] Ez ewê milmilanêya li nepenî da napejirînim. [2739 cihani_bilican] Hesê şivan û bêrîvan hemû gowan in. [2740 cihani_bilican] Ew milmilanêya li roja ron û li ber çavên komeke mirovan da hatiye kirinê. [2741 cihani_bilican] Ez napejirînim Mîr. [2742 cihani_bilican] Ezê çawa rabim destê kiça xwe ra bigirim û têkim nav destên şivanekî bêkes û karî ne ji êlê û ne ji eşîrê. [2743 cihani_bilican] Ehmed Beg ko li biniya dîwanxanê li ser çokan rûniştibû û li ber kerb û kînan erd û esmanan ew nedihebandin, banz da nav axiftinên Mîrî û Hesêyi û got: [2744 cihani_bilican] »Bavo bibexşîne apê Hesê rast dibêje. [2745 cihani_bilican] Her ji me ra jî şerm e, ko pehlewana me here şivanekî bike.« [2746 cihani_bilican] Mîrî sexera wî bir û gotê: [2747 cihani_bilican] »Lawo şivan jî pehlewan e. [2748 cihani_bilican] Şivan bû, yê çi lê bê. [2749 cihani_bilican] Her kes ji me jî her şivanê mala xwe ye. [2750 cihani_bilican] Tu rûnê kesî daxwaza ridênsipîtiyê ji te nekiriye.« [2751 cihani_bilican] Eva yekimîn car bû, ko mîrî weha, ew jî li dîwanxanê da, li ber çavên giştî rûniştiyên dîwanxanê sexera kurê xwe yê mezin dibir. [2752 cihani_bilican] Mîr keyfxoş bû, ko şivanê wî pehlewan derketiye. [2753 cihani_bilican] Lê hay ji kula dilê Ehmed Begî nibû. [2754 cihani_bilican] Nizanî ka Ehmed Beg çima weke qelîneka li ser sêlê natebite. [2755 cihani_bilican] Ew bi du hegeran keyfxoş bû. [2756 cihani_bilican] Yek ew bû, ko şivanê wî pehlewan derketiye. [2757 cihani_bilican] Ya duyê jî ew bû, ko bi vê zewacê ra pehlewana wî ya navdar, Werdeka mêrbizdîn dê li nav êl û zoma wî da bo hemêşe bima û neçûya neketa li bin destên pehlewanên neyaran da. cihani_bilican] [2758 cihani_bilican] Bi dengê Mîrî ra Ehmed Begî serê xwe kire ber xwe û paşî qaseke kurt rabû û paşopaşo ji dîwanxanê derket. [2759 cihani_bilican] Mîr tûre bibû. [2760 cihani_bilican] Teqla dengê wî hatibû guhestinê. [2761 cihani_bilican] Hema bi teqla tûre û hêrs berê xwe li ser Hesêyî da kir û gotê: [2762 cihani_bilican] »Hesê eva mercê qîza teye. [2763 cihani_bilican] Qîza te bixwe bi şivanî ra milmilanê kiriye. [2764 cihani_bilican] Çi kesî ko bizorê qîza te nekişandiye meydana milmilanê. [2765 cihani_bilican] Ev ya te dibe bêmercî. [2766 cihani_bilican] Ta niha he li ser wî mercê qîza te, bi dehan kes mirin e. [2767 cihani_bilican] Bê avirû bûne. [2768 cihani_bilican] Gelo wakî li çolê qîza te şivanê min li erdê bida, te yê li şivanê min biboranda? [2769 cihani_bilican] Te yê ew neda daxkirinê?« [2770 cihani_bilican] Îca hîviya bersiva Hesêyi va nema û bixwe bersiva xwe da û got: »Na bi pîr û pêxemberan. [2771 cihani_bilican] Te dê şivanê min jî bêavirû bikira.« [2772 cihani_bilican] Hesêyi serê xwe kiribû ber xwe û çi tişt nedigot. [2773 cihani_bilican] Mîrî dîsan jî jê pirsî: [2774 cihani_bilican] »Ma wisan nîne Hesê? [2775 cihani_bilican] Tu bo bersiva min nadî?« [2776 cihani_bilican] Paşî bîstekê Hesêyi ko kûr diponijî, serê xwe li ber xwe derxist û bi dengekî duteqil ko rehên tûretî û fedîkirinê lê diyar dikirin, bersiv da: [2777 cihani_bilican] »Ez ewê milmilanêya li pesêvan da napejirînim. [2778 cihani_bilican] Eger şivanê te rastî pehlewan e, bila careke dî li meydana zoranê da li pêş çavên giştî xelkê êlê bi Werdekê ra milmilanê bike. [2779 cihani_bilican] Ez dîsan jî li ser gotina xwe me. [2780 cihani_bilican] Lê Mîr evê jî bizanibe, ko ez li şivanê te derbas nabim. [2781 cihani_bilican] Eger şivanê te torand, ezê bixwe bi van destên xwe ewî dax bikim. [2782 cihani_bilican] Bila ji yên dî ra jî bibe nimûne û nemûş.« [2783 cihani_bilican] Mîrî got: [2784 cihani_bilican] »Baş e, lê ew milmilanêya li bêriyê da dê çi lê bê?« [2785 cihani_bilican] Hesêyi got: [2786 cihani_bilican] »Ew ne tê ye Mîrê min.« [2787 cihani_bilican] Mîrî got: [2788 cihani_bilican] »Em debê ko bîr û hizra Silêmanî jî bizanibin.« [2789 cihani_bilican] Paşê berê xwe li ser dîwaniyan da kir û got: [2790 cihani_bilican] »Hûn çi dibêjin, gelî ridênsipîno ?!« [2791 cihani_bilican] Komelê ko ta niha têkilî bi gotinên Mîrî û Hesêyi nekiribûn, weke deriyayekê hurmicîn û her yekê bersivek da: [2792 cihani_bilican] Erê lê Mîr rast dibêje, Silêman jî gereke pê bihese. [2793 cihani_bilican] Erê erê, wisan e, Silêman jî debê ko li vê biriyara we agadar be. [2794 cihani_bilican] Erê lê ma hema wisan nabe ku. [2795 cihani_bilican] Erê lê ew jî pehlewan e. [2796 cihani_bilican] Lê lê pehlewan e. [2797 cihani_bilican] Silêman? [2798 cihani_bilican] Ew pehlewanakî xurte. [directspeech cihani_bilican] Hero ta roja îro kesî pişta Werdekê li erdê nedabû, ewî li erdê da. [2799 cihani_bilican] Ew pehlewanakî qerah e. [2800 cihani_bilican] Zimezim ketibû dîwanxanê. [2801 cihani_bilican] Her yekê tiştek digot. [2802 cihani_bilican] Lê hemûyan pesnê pehlewantî û mêrxasiya Silêmanî dikirin. [2803 cihani_bilican] Te digot qey ev çendik û çend sale ko ewan Silêmanî wek pehlewanakî qerah û navdar dinasin. cihani_bilican] [2804 cihani_bilican] Tavê hê lênedabû. [2805 cihani_bilican] Taze hewa ronahî dibû, ko du teter şandin û Silêman li ber pezî anîne dîwanxanê. [2806 cihani_bilican] Silêman li ber derê konî, li ser darê edebê rawestabû. [2807 cihani_bilican] Mîrî bi zorê ew da rûniştandinê. [2808 cihani_bilican] Li ser çokan rûnişt. [2809 cihani_bilican] Mîrî bi devken lê pirsî: [2810 cihani_bilican] »Kurê min rast e, dibêjin te li milmilanê da Werda pehlewan li erdê daye?« [2811 cihani_bilican] Silêman serê xwe kire ber xwe da û bi şerm û fedî got: [2812 cihani_bilican] »Erê ez benî rast e.« [directspeech cihani_bilican] Lê Hesê Dûdê napejirîne. [2813 cihani_bilican] Dibêje ez wê milmilanêya nepenî da napejirînim. [2814 cihani_bilican] Dibêje gereke careke dî, ser ji nû, li pêş çavên min milmilanê bête kirinê. [2815 cihani_bilican] Tu çi dibêjî ?« [2816 cihani_bilican] Silêmanî serê xwe kiribû ber xwe û li nav hizran da diçû. [2817 cihani_bilican] Mîrî dîsan jê pirsî: »Te çi got?« Silêmanî he bi zorê karî bêje; »Bilanê.« [directspeech cihani_bilican] Wate tu amadeyî careke dî bi Werdeka pehlewan ra guleşê bigrî? [2818 cihani_bilican] Tu amadeyî? [2819 cihani_bilican] Tu ji xwe ra dibînî?« [directspeech cihani_bilican] Erê. [2820 cihani_bilican] Silêmanî nedikarî zêdetir biaxifta. [2821 cihani_bilican] Li ber şerman gewiriya wî hişk bibû. [2822 cihani_bilican] Xûyî dabû. [2823 cihani_bilican] Xûyî zipikzipik li ser eniya wî rûniştibû. [2824 cihani_bilican] Lê sêveke sor nediçû devê Mîrî. [2825 cihani_bilican] Mîrî sîngê xwe paqij kir û dengê xwe xweş kir û got: »Ca yek ji we here, bêje mala Hesêyî, bila Werdek xwe amade bike. [2826 cihani_bilican] Pehlewanê min vaye amade ye.« [2827 cihani_bilican] Peyayek ji xîvetê derket û ber bi mala Hesê Dûdêyî rêket. [2828 cihani_bilican] Li dû wî ra Mîrî ferman da, ko meydana zoranê avreşandî û paqij bikin û gazî begzadan bikin, bila li depa hawarê bidin. [2829 cihani_bilican] Li dû vê fermana Mîrî ra, hê qelûnkêşek nebihorîbû, ko bû girmîna duholê û tûtîna zurnayê. [2830 cihani_bilican] Li dû dengê duhol û zurnayê ra komel weke xezelên xezelwerê, libên barana buharê û xîzên çemên payîzê rijiyane dora meydana zoranê. [2831 cihani_bilican] Pistepista wan bû, li guçkên hevdu da xeber didan. [2832 cihani_bilican] Lê li ber dengê duholê û hera û gaziya begzadan kesî dengê kesî nedibihîst. [2833 cihani_bilican] Mîr û Mela Ehmed bi koma ridênsipî û giregiran va Silêman dane nîveka xwe û anîne meydana zoranê. [2834 cihani_bilican] Serê Silêmanî hema wisan li ber da bû. [2835 cihani_bilican] Begzadan li dû miqamê hawarê ra li miqamê siwaran dan û li dû ra jî li miqamê şeri dan. [2836 cihani_bilican] Di gel miqamê şeri Silêman dakete nîveka meydanê. [2837 cihani_bilican] Bû fîqîna komelê û fîtandin Silêmanî. [2838 cihani_bilican] Dengê Silêman Silêmana komelê li ser dengê duhol û zurnayê diket. [2839 cihani_bilican] Werdê li goşeyekî meydanê da rawesta bû. [2840 cihani_bilican] Serê wê li ber da bû. [2841 cihani_bilican] Weke her car serbilind û gulşa nibû. [2842 cihani_bilican] Şerm dikir. [2843 cihani_bilican] Li şikesta xwe şerm dikir. [2844 cihani_bilican] Kundê şermê li mala dilê wê da penc vedabû. [2845 cihani_bilican] Serşor bû. [2846 cihani_bilican] Li cîhaneke dî da bû. [2847 cihani_bilican] Eve yekimîn car bû ko li zoranê da pişta wê li erdê ketibû. [2848 cihani_bilican] Diponijî. [2849 cihani_bilican] Li nav hişê xwe da diçû. [2850 cihani_bilican] Taze navê Silêmanî li ser ketiye. [2851 cihani_bilican] Taze navê şikestê li ser ketiye. [2852 cihani_bilican] Bûye leke. [2853 cihani_bilican] Bûye dengî. [2854 cihani_bilican] Taze cîhan pê hesiya ye, ko şivanê Mîrî ew li zoranê da li erdê daye. [2855 cihani_bilican] Şivan û bêrîvanan hemûyê ew zoranêya wan bi çav dîtine. [2856 cihani_bilican] Taze eger vê carê bext bibe yarê wê û Silêmanî li erdê bide jî, bêçineye. [2857 cihani_bilican] Taze eger Silêmanî li ber çavên vê civatê, li ber çavên vê komelê hilde û li ser taqa piştê li erdê bide jî, bêçineye. [2858 cihani_bilican] Heta hebe jî, ew nava yê li ser ranebe. [2859 cihani_bilican] Nav li ser ketiye. [2860 cihani_bilican] Navê şikestê. [2861 cihani_bilican] Şikest ji şivanekî. [2862 cihani_bilican] Tişteke nehînî li nav da dil û canê Werdekê dixwar. [2863 cihani_bilican] Hêzekê li ser hemû hêzan ra ferman didayê; ko êdî kuta bû. [2864 cihani_bilican] Êdî şuxul şile kiçê. [2865 cihani_bilican] Dest ji zoranê bikêşe. [2866 cihani_bilican] Yan jî hema xwe bi destê wî va berde. [2867 cihani_bilican] Bila vê carê jî li ber çavên komelê, li ber çavên Mîrî, li ber çavên day û bab û her heft birayên te, li ber çavên êl û malbata te, te li erdê bide. [2868 cihani_bilican] Bila hemû bizanin û bibînin ko ew hêjayî wê hindêye, ko bibe xudanê sîng û berên te. [2869 cihani_bilican] Mafê wî heye, ko te ji xwe ra bi mêranî ji devê hezaran hût û lehengî da derîne û li pêş çavên wan li te bibe xudan. [2870 cihani_bilican] Erê evê hêza nedîtî û nebînayî, evê hêza dinyaya nadiyar, fermana cîhana nebînayî ferman didayê, ko bila vê carê jî Silêman te li erdê bide. [2871 cihani_bilican] Lê quretiya nav dilê wê, pehlewantiya wê, nav û dengê wê, ew li dijî vê fermanê radikir. [2872 cihani_bilican] Hêzeke nediyare dî ew han dida û digotê kiçê li ber xwe bide. [2873 cihani_bilican] Tu şerma serê bav û birayên xwe nakî? [2874 cihani_bilican] Tu şerma pehlewantiya xwe nakî, ko tu dixwazî dest ji ber xwe bikêşî û xwe bi destê şivanekî va berdî? [2875 cihani_bilican] Kiçê nehêle Silêman vê carê te li erdê bide. [2876 cihani_bilican] Nehêle şikest dupate bibe. [2877 cihani_bilican] Kiçê! [2878 cihani_bilican] Mirov li nîviya zirarê da jî bizivire kar e. [2879 cihani_bilican] Nehêle zirara te dupate bibe. [2880 cihani_bilican] Lê fermana dî hay lê dikir û digotê: kiçê zirara çî, halê çî?! [2881 cihani_bilican] Mêrik hêjayî wê hindêye ko li te bibe xudan. cihani_bilican] [2882 cihani_bilican] Du hestên dijber û dijwar, du hestên hêzdar li hemberî hevdu da rawestabûn. [2883 cihani_bilican] Her yekê dijî ya dî ferman didayê. [2884 cihani_bilican] Gelo serê xwe ji kîjanê ra xwar bike, kara wê ye? [2885 cihani_bilican] Axo bi gotin û gura kîjanê bike? [2886 cihani_bilican] Kîjan ferman li ser berjewendiya wê diferime? [2887 cihani_bilican] Ber xwe bide, yan hema xwe li destê wî va berde? [2888 cihani_bilican] Li nav van bîr û hizrana da dipilpitî. [2889 cihani_bilican] Nizani û nikari biriyarê bigre. [2890 cihani_bilican] Bi fîtîna komelê ra serê xwe li ber xwe derxist û Silêmanê tevgirêdayî li hemberî xwe dît. [2891 cihani_bilican] Di gavekê da çavên herduyan li hevdu asê bûn.. Bi tirîşka çavên Silêmanî ra tiştek bînanî germayê li dilê Werdekê geriya. [2892 cihani_bilican] Bêhemdê xwe şa bû. [2893 cihani_bilican] Lê zû ji şabûna xwe poşman bû û serê wê dîsan kete ber da. [2894 cihani_bilican] Komelê diledilî Silêmanî didan. [2895 cihani_bilican] Silêman li ber Werdekê rawestabû. [2896 cihani_bilican] Dîsan çavê wî bi bejin û bala Werdekê, bi gerdena kêle mermerîn û zend û bendên sipî û tevkutayî û navqeda zirav ket. [2897 cihani_bilican] Lê daxa kulîmekan jî hate bîrê. [2898 cihani_bilican] Herduyan pêkve dest avîtin navtengên hevdu û hevdu birin û anîn. [2899 cihani_bilican] Taze tav şirîn bibû. [2900 cihani_bilican] Taze roj nêzeyekê bilind bibû, ko herdu pehlewan destopişkî hevdu bûn. [2901 cihani_bilican] Mîrî gazî kir: [2902 cihani_bilican] »Ha Silêmanê pehlewan! [2903 cihani_bilican] Kanê tu çi dikî ha? [2904 cihani_bilican] » [2905 cihani_bilican] Bi dengê Mîrî ra hurmehurm kete komelê û hemûyê han dane Silêmanî: [2906 cihani_bilican] Ha Silêman! [2907 cihani_bilican] Ha pehlewanê navmilpan! [2908 cihani_bilican] Ha pehlewanê qupêz! [2909 cihani_bilican] Ha mêrê meydanê! [2910 cihani_bilican] Kuro xwe bidê! [2911 cihani_bilican] Aha! [2912 cihani_bilican] Aha! [2913 cihani_bilican] Hema vê carê! [2914 cihani_bilican] Aha, kuro derfendê nedê! [2915 cihani_bilican] Silêman ! [2916 cihani_bilican] Silêman ! [2917 cihani_bilican] Xwe bidê hema hindik maye, ha! [2918 cihani_bilican] Hema kûşkê maye, ko tu heyfa pehlewanan jê vekî! [2919 cihani_bilican] Ha gurbizê mêran! [2920 cihani_bilican] Lê li nava deng û hera û diledanê da, ev dengana jî li ber guçkên mirovî diketin: [2921 cihani_bilican] Kuro Werdek jî qet fesalê nadê ha! [2922 cihani_bilican] A, ma yariye ewê bi dehan pehlewan biecandine. [2923 cihani_bilican] Werdekê bi dil û can li ber xwe dida. [2924 cihani_bilican] Du, sê caran Silêman li vî serê meydanê bire serê hanê û hanî. [2925 cihani_bilican] Silêman kire kirkaşê. [2926 cihani_bilican] Zor da Silêmanî û bi giştî hêza xwe va tawa xwe avîte ser Silêmanî. [2927 cihani_bilican] Hindik mabû, ko pişta Silêmanî li ber tawa wê bitewiya. [2928 cihani_bilican] Lê dengê komelê ko han didane Silêmanî, ji Silêmanî ra bû hêz û şiyan. [2929 cihani_bilican] Ji dilê Silêmanî ra bû istûn. [2930 cihani_bilican] Silêman li ber xwe da û bizorê karî xwe bigire. [2931 cihani_bilican] Werdê ew kiribû jêr zorgivişkan. [2932 cihani_bilican] Hingên kelan didayê û ew li vî serê meydanê dibire serê hanê. [2933 cihani_bilican] Silêman he bi zorê bergiriya xwe dikir. [2934 cihani_bilican] He bi zorê li ber xwe dida. [2935 cihani_bilican] Lê li her alî tenê navê Silêmanî bû, ko li ber guçikan diket. [2936 cihani_bilican] Her tenê bav û bira û çend malên Êzdiyan navê Werdekê dianîn. [2937 cihani_bilican] Ew jî dengê wan li nav deryaya dengê komelê da bezir dibû. [2938 cihani_bilican] Werdekê li dilê xwe da got: [2939 cihani_bilican] »Ev komela durû! [2940 cihani_bilican] Ta duhûnê jî hemûyê diledilî min didan. [2941 cihani_bilican] Lê îro çima ko mîr diledilî min nade, hemûyê ez ji bîr ve kirime.« [2942 cihani_bilican] Evê hindê qudûmê Werdekê sist dikirin. [2943 cihani_bilican] Werdek tûşî dudiliyê dikir û li ser bîr û mejiyê wê da kar dikir. [2944 cihani_bilican] Xwest hema xwe di gavê da bispêre destê Silêmanî û xwe li ber da bavêje erdê. [2945 cihani_bilican] Lê quretiya wê hate coşê. [2946 cihani_bilican] Dîsan zor da Silêmanî û ew du caran li vî serê meydanê bire serê din û anî. [2947 cihani_bilican] Silêman ketibû kirkaşê. [2948 cihani_bilican] Hindik mabû hema vê carê xwe li destê wê va berda. [2949 cihani_bilican] Hindik mabû, ko dest ji ber xwe bikişanda, lê gazî û qûtîna komelê ew hanî coşê û karî xwe li ser piyan bigre. [2950 cihani_bilican] Li beriya nîvro da herdu pehlewan daketibûn meydanê û wisan yekbîn hevdu dibirin û dihanîn. [2951 cihani_bilican] Lê bi hevdu nikarîn. [2952 cihani_bilican] Nîvro dageriya jî her wisan hevdu dibirin û dihanîn. [2953 cihani_bilican] Komel jî he wisan hemû li dora meydanê rawestane û çît girtine û li pehlewanan dinihêrin. [2954 cihani_bilican] Bû piştî nîvro jî, dîsan kesî bi kesî nikarî. [2955 cihani_bilican] Bû berî êvarê jî dîsan kesî bi kesî nikarî. [2956 cihani_bilican] Êvar pê ra gihîşt jî dîsan he herdukan hevdu hevraz û berjêr dikirin û hingên kelan li hevdu didan. [2957 cihani_bilican] Roj hêdî hêdî ber bi ava diçû. [2958 cihani_bilican] Tavê xwe bi çiyayên rojava va daliqand û maça malavayiyê da erdê jî, dîsan he herdu pehlewanan hevdu dibirin û dihanîn. [2959 cihani_bilican] Sî dageriya. [2960 cihani_bilican] Siyê xwe da ser meydanê û nîvê meydanê li siyê da wenda bû. [2961 cihani_bilican] Siyên Werdekê û Silêmanî bînanî du dêwên reş û dirêj lê hatin. [2962 cihani_bilican] Siyên wan lev dialiyan. [2963 cihani_bilican] Siyên wan pêkve dihejikîn. [2964 cihani_bilican] Tevî hev dibûn. [2965 cihani_bilican] Jêk diqetiyan. [2966 cihani_bilican] Dîsan lev dialiyan; berebere siyê meydan bi giştî dagîr kir. [2967 cihani_bilican] Siyên Silêman û Werdekê êdî neman. [2968 cihani_bilican] Cîhan kete jêr desthelatdariya reşatiyê. [2969 cihani_bilican] Perda reşe şevê berebere xwe avîte ser meydanê. [2970 cihani_bilican] Bi fermana Mîrî çar nikarî meydanê pê agir û şemalkan ronahî kirin. [2971 cihani_bilican] Li dû hilbûna agir û şemalkan ra dîmena meydanê hate guhestinê. [2972 cihani_bilican] Alavên agir û ronahiyên şemalkan û dûkela agirê darên çamê têkelî hevdu bûn. [2973 cihani_bilican] Bi fermana Ehmed Begî bi darên çamê koziyek hilkiribûn. [2974 cihani_bilican] Kozî gur bibû û çend daxik jî kiribûn nava koziyê da. [2975 cihani_bilican] Daxik li nav koziyê da sor bibûn. [2976 cihani_bilican] Daxik bibûn piling. [2977 cihani_bilican] Ehmed Beg çavnihêr bû, ko dîsan weke her car bêhna kozûrekê li ser xelkê bixîne û bi wê yekê xwe li ber çavên Werdekê şirîn bike. [2978 cihani_bilican] Bêhna dûkela darên çamê da serê Silêmanî. [2979 cihani_bilican] Daxa kulîmekê kete bîrê. [2980 cihani_bilican] Li ber xwe da û vê carê ewî kûşkê Werdek ji cî leqand. [2981 cihani_bilican] Li vê navberê da dîsan qûtîn bi komelê ket û navê Silêmanî dîsan kete ser zar û zimanan û hemûyê navê Silêmanî dihanîn. [2982 cihani_bilican] Bi vê qûteqûtê ra benda dilê Werdekê sist bû. [2983 cihani_bilican] Te digot qey dibêjinê kiçê êdî bes e. [2984 cihani_bilican] Kiçê xwe bi destên Silêmanî va berde. [2985 cihani_bilican] Kiçê me hemûyê pêxweş e. [2986 cihani_bilican] Hema rastî jî Werdekê seha tenêtiyê dikir û evê sehê jî li ser giyanê wê da kar dikir. [2987 cihani_bilican] Tenê mabû. [2988 cihani_bilican] Silêmanî dîsan du caran ew ji cî leqand û vê carê ew li vî serê meydanê bire serê hanê û anî. [2989 cihani_bilican] Lê Werdekê li ber xwe da. [2990 cihani_bilican] Dîsan wekî çendîn carên dî Silêman kire kirkaşê. [2991 cihani_bilican] Silêmanî li ber xwe da. [2992 cihani_bilican] Ewî giştî hêza leş û heşê xwe berev kir û Werdek lev pêça û li nîveka meydanê da, hindî zora wî hebû, da xwe û xwe li ser Werdekê da avît. [2993 cihani_bilican] Werdekê zorgivişk danê û pişta xwe rast kir û destên xwe li sebeta sîngê Silêmanî da werpêça. [2994 cihani_bilican] Hindî zora wê hebû, da xwe û sebeta sîngê Silêmanî guvaşt. [2995 cihani_bilican] Qirpeqirp bi pişt û pîlên Silêmanî ket. [2996 cihani_bilican] Silêman vê carê dîsan hindî zor û şiyana wî hebû da xwe û xwe bi giştî hêza xwe va li ser Werdekê da avît û ew hêdî hêdî li ser piştê da tewand. [2997 cihani_bilican] Qûtîn bi komelê ket: [2998 cihani_bilican] Ha hindik maye, ha! [2999 cihani_bilican] Ha Silêman bav û birayê min ha! [3000 cihani_bilican] Ha şêrê navmilpan, ha! [3001 cihani_bilican] Ha pehlewanê min, ha! [3002 cihani_bilican] Ev dengê Mîrî bû, ko li ser hemû dengan ket û li guçkên Silêman û Werdekê da zingiya. [3003 cihani_bilican] Bi van dengana ra, Silêmanî dîsan zor da xwe û nehêla Werdek pişta xwe rast bike. [3004 cihani_bilican] Dîsan navlinganî avîte ber lingê Werdekê û ew xwaromaro kir. [3005 cihani_bilican] Hindî Werdekê li ber xwe da, nikarî vê carê pişta xwe rast bikira. [3006 cihani_bilican] Pişta wê hêdî hêdî tewiya û bejna wê weke bejna dara merxê ko ketibe ber hêrişê tevir û bivirên darbirên dilkevir, li ser erdê da xwar û mêl bû. [3007 cihani_bilican] Benda porên wê vebû û serê zulf û keziyên wê axa sar ramûsandin. [3008 cihani_bilican] Li dû ra lingên wê li ber fistiqîn û hêdî hêdî pişta wê li nav destên Silêmanî da gihîşte erdê û bo cara dûyê şan û pîlên wê bi destê Silêmanî di gel erdê sikî sar nasiyar bûn. [3009 cihani_bilican] Civatê pêkve bi deng û hera û qûtîn li çepikan dan û tevî tiplequtanê bû Silêman Silêmana wan: [3010 cihani_bilican] Bijî Silêman! [3011 cihani_bilican] Her hebî Silêman! [3012 cihani_bilican] Ser xwe bî Silêman! [3013 cihani_bilican] Bijîn Werdek û Silêman! [3014 cihani_bilican] Bijîn herduk! [3015 cihani_bilican] Mîr li ciyê xwe rabû. [3016 cihani_bilican] Civat li ber tîş bû. [3017 cihani_bilican] Mîrî pê dana naverasta meydanê û destê Silêmanî kire nav destê xwe yê rastê û destê Werdekê jî kire nav destê xwe yê çepê. [3018 cihani_bilican] Destê Silêmanî bilind kir û nîşanî komelê da. [3019 cihani_bilican] Dîsan qûtîn bi komelê ket: [3020 cihani_bilican] Silêman! [3021 cihani_bilican] Silêman! [3022 cihani_bilican] Silêman! [3023 cihani_bilican] Mîrî li naverasta meydanê da pêş da çavên Silêmanî û paşê jî neitika Werdekê ramûsî û destên herdukan ra girt û berê xwe li ser komelê da kir û got: [3024 cihani_bilican] »Gelî komela hêja! [3025 cihani_bilican] Li îro şûn da Silêman kurê min û Werdek jî bûka min e. [3026 cihani_bilican] Sibê li ber derê mala min zemawenda Werdekê û Silêmanî ye.« Deng û heraya şadiyê li ser komelê ket: [3027 cihani_bilican] Pîroz be! [3028 cihani_bilican] Pîroz be! [3029 cihani_bilican] Vêca li nav deng û heraya komelê da Mîrî bi destên herdu pehlewanên xwe ra girt û ew li meydanê deranîn. [3030 cihani_bilican] Li wê demê da dayika Werdekê ji nav komê derket û hat û destê wê ra girt û pişt û pîl û gurmik û kulîmekên wê ji ax û tozê dakuta û ew di gel xwe ber bi malê bir. [3031 cihani_bilican] Serê Werdekê li ber da bû. [3032 cihani_bilican] Civat belaw dibû, ko mîrî gote car çiyan: [3033 cihani_bilican] »Horo carê bikişînin û bêjin bila sibê çi kes li derekî da neçe. [3034 cihani_bilican] Sibê li ber derê mala min zemawenda Silêman û Werdekê ye. [3035 cihani_bilican] Ezê zemawenda wan bikim. [3036 cihani_bilican] » [3037 cihani_bilican] Bû qûtîna carçiyan, û komel jî berebere jêk belaw dibûn. [3038 cihani_bilican] Wê şevê li giştî malên êlê da gotin her li ser guleşa Silêman û Werdekê bû. [3039 cihani_bilican] Taze tavê pencên xwe yên narincî kutabû serê qafên çiyayên bilind. [3040 cihani_bilican] Taze zeratiya tavê li ser qûçên kolozên bilindçiyan dibiriqî, ko girmîn bi duholê û tûtîn bi zurnayê ket. [3041 cihani_bilican] Dengê duholê li pişta heft çiyayan ra derbas dibû û der û cîran hemû pê dihesand. [3042 cihani_bilican] Dengê duholê dikete çiyan û deng vedida. [3043 cihani_bilican] Mirovê nenas yê bigota qey bi heft destan duholê dikutin. [3044 cihani_bilican] Qeroyê begzade hindî milê wî digirt, digurmande duholê. [3045 cihani_bilican] Xelk taze ji xew radibûn, ko dengê duholê û miqamê zurnayê kezîkên çokên wan lerizandin. [3046 cihani_bilican] Bi bihîstina dengê duholê ra, milmilanêya duhûnê hate bîra wan. [3047 cihani_bilican] Ca hemûyan karê dîlanê kirin. [3048 cihani_bilican] Mêr û jin û pîr û kal û mezin û biçûkan xwe tev xemilandin. [3049 cihani_bilican] Hemûyê bi hev ra digotin û dikeniyan. [3050 cihani_bilican] Xemil û ken û şabûna wan ceşna Newrozê dihanî bîra mirovî. [3051 cihani_bilican] Xelk deste desteber bi mala Mîrî diçûn. [3052 cihani_bilican] Mala Mîr Elî Siwaranî deh danzdeh kon û xîvet bi hev ve girêdabûn û kiribûn yekê. [3053 cihani_bilican] Mêrên Êlê gultegulte diçûne wê xîvetê û silav li Mîrî û li komelê dikirin û her kes li ciyê xwe da li ser kulav û doşik û bistirên ko bi berpal û palgî û piştekên hirî û mafûr hatibûne rêkxistinê, rûdiniştin. [3054 cihani_bilican] Ta ko xîvet ji komelê pingirî. [3055 cihani_bilican] Vî alî, wî alî ta ber derê xîvetê koma mêran li rex hev rûniştibûn. [3056 cihani_bilican] Êdî li xîvetê da cî nemabû. [3057 cihani_bilican] Mîr ko li serê jorê li ser doşika mexmerî rûniştibû û palgiyên per li ser serê wî ketibûn, ciyê xwe xweş kir û got: [3058 cihani_bilican] »Gelî carçîno ca careke dî jî bikişînin, kanê çi kes nemaye?« [3059 cihani_bilican] Carçî derketin serê girê pêş xîvetê û du, sê dengên dî jî gazî kirin: [3060 cihani_bilican] »Hay Yezdan ji we xweş be, haaa...Mîr dibêje bila çi kes li mala xwe da nemîne. [3061 cihani_bilican] Hay...werin dîlanê ho...« [3062 cihani_bilican] Li dû gaziya carçiyan ra du, sê kesên dî jî hatin û li biniya xîvetê li ser çokan rûniştin. [3063 cihani_bilican] Carçiyek zivirî hundur kon û got: [3064 cihani_bilican] »Ezbenî ji bilî zarên mala Hesê Dûdêyî çi kes nemaye, hemû hatine.« [3065 cihani_bilican] Mîr keniya û got: [3066 cihani_bilican] »Ka tu dibêjî em gazî Hesê Dûdêyî jî bikin!« [3067 cihani_bilican] Pîrqîn kete komelê û hemû keniyan û hundur xîvetê weke deriyayeke pirpêl hurmicî. [3068 cihani_bilican] Êla Mîr Elî Siwaranî hefthezar û heftsed mal bû. [3069 cihani_bilican] Li serê malê mêrek hatibû zemawendê. [3070 cihani_bilican] Hefthezar û heftsed mêr li rex hev li xîveta bi hevvagirêdayî da rûniştibûn. [3071 cihani_bilican] Dûkela qelûnan li hundur xîvetê da weke mija çiyayê Elegezê lev digeriya. [3072 cihani_bilican] Yên ko digotin, yên ko dikeniyan. [3073 cihani_bilican] Li ber axiftin û got û bêjê, kesî dengê kesî nedibihîst. [3074 cihani_bilican] Derva jî hemîn gurmîna duhol û tûtîna zurnayê bû. [3075 cihani_bilican] Qîz û xortan bi destên hev ra girtibûn û li ber miqamê duhol û zurnayê bi ger dîlan digerandin. [3076 cihani_bilican] Dengê şayî û herayê guçkên felekê ker dikir. [3077 cihani_bilican] Paşî demeke xurt dengê duhol û zurnayê vetexirî. [3078 cihani_bilican] Bi vetexirîna dengê duhol û zurnayê ra Mîrî çav li berdestkan kir, ko xelatan bînin. [3079 cihani_bilican] Li dû fermana Mîrî ra xelat li nav sêniyeke mezine zeng da anîne hundur. [3080 cihani_bilican] Satoreyê begzade ketibû pêşiya sêniya xelatan û bi miqamekî sivik li neyîkê dixist. [3081 cihani_bilican] Berdestkan sêniya xelatan li naverasta dîwanê da danîne ber Mîr û Mela Ehmedi. [3082 cihani_bilican] Satoreyê begzade hê jî li neyîkê dixist. [3083 cihani_bilican] Mîrî destê xwe avîte berîka xwe û pareyek deranî û raberî wî kir. [3084 cihani_bilican] Satore hema wisan ko neyîka wî li ser lêvan bû, ber bi Mîrî çû û serê xwe jê ra tewand û pare ji destê wî vegirt. [3085 cihani_bilican] Bi vegirtina pareyan ra dengê neyîka wî jî ker bû. [3086 cihani_bilican] Mela Ehmedi berê xwe li ser wî berdestkê ko sênî anîbû, kir û jê pirsî: [3087 cihani_bilican] »Bêje kanê xelatên we çine?« [3088 cihani_bilican] Berdestk te digot qey li ber perokeke nivîsandî dixûne, hema wisan li ser piyan rawestayî dest pê kir: [3089 cihani_bilican] »Du qol zêr, gerdeniyek, dotek, bercênîkek, kofî û gula qotikê, taskulawek, sê gustîlên almast, du bazinên gewhernîşan, cubeyekî gulavtûn, destek cil û bergên bûkiniyê, xêliyeke sor û zere kurdî û dusedhezar diraf pare. [3090 cihani_bilican] Berî hemûyê Mela Ehmedi û paşê jî komelê hemûyê bi hev ra gotin: [3091 cihani_bilican] »Pîroz be! [3092 cihani_bilican] Mala te ava be Mîr!« [3093 cihani_bilican] Zimezim ketibû hundurê xîvetê. [3094 cihani_bilican] Li nava deng û herayê da berî hemûyê Mela Ehmedi dest avîte berîka xwe. [3095 cihani_bilican] Kîsikekî armûşîn li berîka xwe deranî. [3096 cihani_bilican] Helboqa derê kîsiki, ko bi bendekî rengarenge vehûnayî, girêfîtik lêdabû, vekir. [3097 cihani_bilican] Zêrekî zer jê deranî û avîte ser sêniya xelatan. [3098 cihani_bilican] Li dû wî ra komelê hemûyê dest avîtin kûrik û berîkên xwe û kîsikên rengareng jê deranîn. [3099 cihani_bilican] Li berêkê da her yekê zêrek avîte ser sêniyê. [3100 cihani_bilican] Li qasekê da heft hezar û heftsed zêrên bi Kurdî tûrandî li ser sêniyê bûn qûç. [3101 cihani_bilican] Sênî û xelat li bin zêran da wenda bûn. cihani_bilican] [3102 cihani_bilican] Li dû xelatan ra qawegerînan qawe gerandin Û piştî vexwarina qawê sêniyên firavînê li dû hev ra kişiyane hundurê xîvetê. [3103 cihani_bilican] Li dû firawînê ra dengbêjan dest dane peleguhên xwe û dest pê kirin lawûje û stiranên evîndariyê û mêraniyê gotin. [3104 cihani_bilican] Şeş roj û şeş şevan govend li ber derê mala Mîrî geriya. [3105 cihani_bilican] Dengê hoy şabaşoya begzadan carinan li ser dengê duhol û zurnayê diket: [3106 cihani_bilican] »Hoy şabaşo hoy!...Malî ava !...Resoyi zêrek li ser serê kurê Dadoyi ra şabaş da. [3107 cihani_bilican] Malî ava! [3108 cihani_bilican] Şabaşo ho...y! [3109 cihani_bilican] Malî ava! [3110 cihani_bilican] Kakoyi dused diraf li ser serê kiça baviki ra da! [3111 cihani_bilican] Malî ava Kako ! [3112 cihani_bilican] ho...y şabaşo!...« [3113 cihani_bilican] Komelê li ser serê xoşewîstên hevdu ra şabaş didan. [3114 cihani_bilican] Begzadan carê li miqamekî didan. [3115 cihani_bilican] Li dû miqamên begzadan ra bû gereda dengbêjan. [3116 cihani_bilican] Du dengbêjan bi hev ra dest bi lawûjên govendê kirin. [3117 cihani_bilican] Yekê digot û yê dî lê dizivirand. [3118 cihani_bilican] Hindek caran jî li nîveka wan da şerebend çê dibû. [3119 cihani_bilican] Bend davîtin hev û bersiva hevdu didan. [3120 cihani_bilican] Li dû şerebendan ra Ehmedê dirêj ko zêdenav digotinê lawijo, dest pê kir û şeşbendiyeke dûr û dirêj li bêhnekê da got. [3121 cihani_bilican] Li ber şeşbendiya wî genc û lawan cergebez girtin. [3122 cihani_bilican] Qîz û xortan bi destên hev ra girtin û gera govendê fire kirin. [3123 cihani_bilican] Ser û binê govendê gîhabû hev. [3124 cihani_bilican] Şeva heftan du, sê porsipî û çend jinên navsalî bi çend dengbêjan va çûne desthinekirin û xemilandina bûkê. [3125 cihani_bilican] Xelatên bûkê kirin çend têrxurcan û avîtin ser milên cêrî û berdestkan û bi deng û dep û duhol ber bi mala Hesê Dûdêyî çûn. [3126 cihani_bilican] Mala Hesêyi wisan ji mala Mîrî dûr nebû. [3127 cihani_bilican] Tenê deh danzdeh mal li nîveka wan da bûn. [3128 cihani_bilican] Gava ko berbûk gihîştin ber derê mala Hesêyi, hema wisan li derva li ber dengê dengbêjan govend girtin. [3129 cihani_bilican] Govend du, sê seriyan geriyabû, negeriyabû, ko Kewê, jina Hesêyi hate tevî govendiyan bû. [3130 cihani_bilican] Serçopiya guvendê ra girt û govend gerand. [3131 cihani_bilican] Hesê jî li dû ra hat û destê xwe kire berîka xwe û sêsed diraf li berîka xwe deranî û da dengbêjan. [3132 cihani_bilican] Li dû ra got: [3133 cihani_bilican] »Fermûn hundur! [3134 cihani_bilican] Fermûn!...Fermûn!« [3135 cihani_bilican] Govendê jev berda û komel tev ber bi jor çûn. [3136 cihani_bilican] Li ber derê xîveta mala Hesêyi dengbêjên mala Mîrî hev ra destên xwe dane peleguhên xwe û dest pê kirin lawijên evîndariyê û mêraniyê gotin. [3137 cihani_bilican] Kurê Hesêyi yê nîvekê, ewê ko hevalpiştkê Werdekê bû, ew jî dengbêjekî baş bû. [3138 cihani_bilican] Gava ko dengbêjên mala Mîrî dest pêkirin, ew jî hate pêşiya wan û li bersiva wane da, ewî jî qûrî stiraneke evîndariyê kir û berpêlavka wan da. [3139 cihani_bilican] Hemû tev bi ken û şayî daketin hundurê konî. [3140 cihani_bilican] Pêş da Hesêyi û li dû ra jinka wî serçavanî dane mêvanan. [3141 cihani_bilican] Piştî xwarin û vexwarinê berbûkan destûra desthinekirina bûkê ji jina Hesêyi xwestin: [3142 cihani_bilican] »Eger destûra we hebe, emê destê bûka xwe hine bikin?« [3143 cihani_bilican] Destûr li dest we bixwe daye. [3144 cihani_bilican] Fermûn ! [3145 cihani_bilican] Yezdan ji we xweş be! [3146 cihani_bilican] Li dû van teklîfane ra berbûkan derê têrxurcan vekirin û xelatên bûkê deranîn û xelat yekoyeko nîşanî rûniştiyan dan. [3147 cihani_bilican] Bi nîşandana her xelatê ra hemûyan bi hev ra digotin: [3148 cihani_bilican] »Pîroz be! [3149 cihani_bilican] Sed car pîroz be! [3150 cihani_bilican] Mala we ava be! [3151 cihani_bilican] Mala Mîrî ava!« [3152 cihani_bilican] Piştî nîşandana xelatan berbûka biçûk torbeyek hine ji xurcê deranî û hine kire avê da. [3153 cihani_bilican] Vêca hine danî ser sêniyekê û bi lawije ber bi bûkê çû û serê deh tipilên bûkê hine kirin. [3154 cihani_bilican] Gava tipilên bûkê hine kirin, berbûkan bi hev ra dane tilîliyan. [3155 cihani_bilican] Li dû ra berbûka biçûk ew hina li ber tewawî rûnişiyan gerand. [3156 cihani_bilican] Her yekê serê tipila xwe ya qilîçkê di hinê ra kirin û li dû ra bi gotina pîrozbayiyê, pare li berîk û quşên xwe derxistin û avîtin ser sêniya hinê. [3157 cihani_bilican] Li dû hinekirina destên bûkê ra berbûkan şîrînî û şerbet gerandin. [3158 cihani_bilican] Hindî zemawend dest pê bûye, Silêman jî li mala Mela Heseni daye. [3159 cihani_bilican] Kurê Mela Heseni yê mezin ko dibêjinê Mîro, bûye birazava. [3160 cihani_bilican] Destek şal û şapikên nû li Silêmanî kirine. [3161 cihani_bilican] Silêman li ser doşikekê bi palgî û berpal rûniştiye. [3162 cihani_bilican] Koma genc û lawan dora Silêmanî ra girtine. [3163 cihani_bilican] Dibêjin û dikenin. [3164 cihani_bilican] Yên stiranan dibêjin. [3165 cihani_bilican] Yên laqirdî û henekan dikin. [3166 cihani_bilican] Yên qewlik û pêkenokan vedigêrin. [3167 cihani_bilican] Her yek têdikoşe bi curekî keyfa Silêmanî xweş bike. [3168 cihani_bilican] Di gel desthinekirina bûkê, li mala Mela Heseni da jî rê û şûna desthinekirina zavê dest pê bûye. [3169 cihani_bilican] Roja heftan dengê duhol û zurnayê ji yê her roj bilindtir bû. [3170 cihani_bilican] Mîrî ferman da Begzadan û got: [3171 cihani_bilican] »Kuro ca qasekê li miqamê siwaran bidin, bila komel demekê cirîdanê bikin.« [3172 cihani_bilican] Bi fermana Mîrî ra begzadan duhol û zurnayên xwe hildan û xwe dane girê fêza malan û dane miqamê siwaran. [3173 cihani_bilican] Bi bihîstina dengê miqamê siwaran ra, her kesî banz da hesp û mehnegî û kehêlên xwe ji extirmexane û tewlexanan li ser tewil û bendan vekirin û zîn û pûsad kirin û daketin meydana cirîdanê. cihani_bilican] [3174 cihani_bilican] Besta biniya malan bû meydana cirîdanê. [3175 cihani_bilican] Siwaran bi rêz dabûne dû hev û li besta biniya malan da guroverkek xir çêkiribûn. [3176 cihani_bilican] Meyteran bi fermana Mîrî mehnega Ehmed Begî jî jê ra zîn û pûsad kiribûn. [3177 cihani_bilican] Dizgîna wê ra girtibûn û hîviya Ehmed Begî bûn. [3178 cihani_bilican] Piştî wê hindê ko siwaran du, sê seriyan dane cirîdê, Ehmed Beg jî ne ji dil li mehnega xwe siwar bû û dakete meydanê û toz li ser siwaran xist. [3179 cihani_bilican] Hespê çi siwarî bi mehnega Ehmed Begî ra nedigihîşt. [3180 cihani_bilican] Mehnegê ser û dêlên xwe kiribû yek. [3181 cihani_bilican] Siwarê xwe li nava ser û dêlan da, li nava dêl û bijiyan da wenda kiribû. [3182 cihani_bilican] Li meydana cirîdanê da siwaran rêz û guroverkî dabûne dû hev. [3183 cihani_bilican] Hindik mabû ko ser û binê gera cirîdanê bigîje hev. [3184 cihani_bilican] Te ko dûr va weha li gera cirîdanê mêze bikira, te yê bigota qey gustîleke, ko li nava tozê da cûm kirine. [3185 cihani_bilican] Hespê çi siwarî pêşiya mehnega Ehmed Begî nediket. [3186 cihani_bilican] Yan pê ra nedigihîştin. [3187 cihani_bilican] Yan jî nediwêrîn li pêşiya wî bikevin. [3188 cihani_bilican] Yan jî diqewimî, ko rêz û ihtiram jê ra digirtin. [3189 cihani_bilican] Piştî demeke xurt hesp li xûyê da man. [3190 cihani_bilican] Êdî begzade ji kutana duhol û jenîna zurnayê, siwar jî ji bezandinê û hesp jî ji bez ketin. [3191 cihani_bilican] Dengê duhol û zurnayê ker bû. [3192 cihani_bilican] Siwaran bi rêz dane dû Ehmed Begî û li biniya malan da li hespan peya bûn. [3193 cihani_bilican] Meyteran banz dan û serê mehnega Ehmed Begî ra girtin û ew li dora xîvetan ra birin û anîn û gerandin, ta ko xûya wê sar bibe. [3194 cihani_bilican] Li dû cirîdanê ra koma mêran bi komel daketin hundur xîvetê. [3195 cihani_bilican] Îro êdî dema wê hindêye, ko biçin û bûkê bînin. [3196 cihani_bilican] Piştî wê hindê ko her kes li ciyê xwe da rûnişt, qawegerînan qawe gerandin. [3197 cihani_bilican] Li ber deng û axiftina bi komel li nava xîvetê da kesî dengê kesî nedibihîst. [3198 cihani_bilican] Ehmed Beg jî tevî komelê di hundurê xîvetê da rûniştibû. [3199 cihani_bilican] Herçend ko Ehmed Beg têdikoşî, xwe keyfxweş nîşan bide, lê li reng û rûyê wî ra diyar bû, ko kulek di dilê wî da heye. [3200 cihani_bilican] Rûçkê wî dûr va gazî dikir, ko tiştek li hundur da dilê wî dixo. [3201 cihani_bilican] Derdek li hundur da pencûrekan li hinavê wî dide û dil û kezeba wî vediroje. [3202 cihani_bilican] Rengê wî hatibû guhestinê. [3203 cihani_bilican] Carnan diroda xwe dikenand. [3204 cihani_bilican] Lê kena wî her li ser lêvên wî yên bizmirî da hişk dibû. [3205 cihani_bilican] Kena ne ji dil bi zimanê bêzimanan gazî dike. [3206 cihani_bilican] Ew kena tabloyeke, bîneyeke ji bîneya hunduranî, ko giştî penî û nepeniyên hundur dide derê. [3207 cihani_bilican] Neynûka bîr û hizrên veşartiye. [3208 cihani_bilican] Her kê pêş da Ehmed Beg dîtibû, dê li reng û rûyê wî yê îro ra bizanibiya, ko tiştek hatiye serê wî. [3209 cihani_bilican] Dê bizanibiya, ko dema Ehmed Begî saz nîne. [3210 cihani_bilican] Yê bizanibiya, ew li ser hemdê xwe nîne. [3211 cihani_bilican] Dê bizanibiya ko tiştek li dilê wî da heye, lê naxwaze, yan nawêre eşkere bike. [3212 cihani_bilican] Nikare ewê razê ser ve bike. [3213 cihani_bilican] Mîr Elî Siwaran ji cî hilqedimî. [3214 cihani_bilican] Ciyê xwe xoş kir û li dû ra du, sê caran xwe kuxand. [3215 cihani_bilican] Ev e duruşmeke taybete Mîr Elî Siwarani bû. [3216 cihani_bilican] Hemûyê wateya vê duruşmê dizanîn. [3217 cihani_bilican] Bi kuxiyana Mîrî ra, tu çawa berekî bavêjî gola beqan, civata di hundurê xîvetê da jî wisan bêdeng bû. [3218 cihani_bilican] Gava ko civat bêdeng bû, Mîrî got: [3219 cihani_bilican] »Gelî ridênsipiyan em niha dixwazin herin û bûkê biguhozin. [3220 cihani_bilican] Lê hûn hemû dizanin ko em giştik nikarin weha herin mala Hesê Dûdêyî. [3221 cihani_bilican] Diqewime cîhê wan teng be. [3222 cihani_bilican] Nabe ko em hindek herin li mal da rûnên û hindek jî li derva rawestin. [3223 cihani_bilican] Ya baş ewe ko em tenê sî çil kesek herin û bûkê siwar bikin û bînin. [3224 cihani_bilican] Hûn hemû dizanin, ma Hesê xelik nîne ku. [3225 cihani_bilican] Bîhanî nîne, ko em herin birûşa xwe nîşanî wî bidin. [3226 cihani_bilican] Hûn çi dibêjin?« [3227 cihani_bilican] Bi vê pirsa Mîrî ra deh panzdeh ridênsipiyan bi hev ra gotin: [3228 cihani_bilican] »Wisa ye ezbenî.« [3229 cihani_bilican] Bi bersiva ridênsipiyan ra Mîr Elî ji cî rabû. [3230 cihani_bilican] Bi rabûna Mîrî ra gurîn kete komelê û hemû li ber Mîrî va rabûn şipê. [3231 cihani_bilican] Mîr derkete derva û sî çil kesî dane dû wî û ji xîvetê derketin. [3232 cihani_bilican] Li ber derê xîvetê li hev quricîn. [3233 cihani_bilican] Jina Mîrî ya mezin Gulav Xatûn jî bi xemil û xişilên xwe yên taybetî va, di gel çend berbûkên dî va hatin û tevî komelê bûn. [3234 cihani_bilican] Begzadan dane miqamê Siwaran. [3235 cihani_bilican] Hemû tev rêketin û ber bi mala Hesê Dûdêyî çûn. [3236 cihani_bilican] Meyterekî jî mehnegiyek bi zîn û pûsadê taybetî xemilandibû. [3237 cihani_bilican] Ew jî li mehnegê siwar bû û du, sê seriyan bezand û paşê da dû şoşmînan. [3238 cihani_bilican] Hêştirvanan jî heft hêştir bi hev ve girêdabûn û qeterek hêştiran serast kiribûn. [3239 cihani_bilican] Hêştirvanekî jî serê lokê pêşîn ra girtibû, dikişand û ber bi mala Hesêyi diçû. [3240 cihani_bilican] Hemû tev giheştin ber derê mala Hesê Dûdêyî. [3241 cihani_bilican] Hesê bi koma xizim û kes û karên xwe va derkete pêşiya şoşmîn û berbûkan. [3242 cihani_bilican] Berî hemûyê Mîrî silav lê kir û li dû Mîrî ra yên dî her kesê hindava xwe da silav li Hesêyi kirin. [3243 cihani_bilican] Hesê silava hemûyê vegirt û berbirî duholvani çû û hindek pare ji kîskê xwe deranî û raberî wî girt. [3244 cihani_bilican] Duholvani serê xwe jê ra xwar kir û pare ji desti vergirt. [3245 cihani_bilican] Kewê ya jina Hesê Dûdêyî jî bi koma xwe va hate pêşiya berbûkan û rûyê berbûkan ramûsî û paşî xoşbêjiyê ewan ber bi xîveta Werdekê rênimûnî kir. [3246 cihani_bilican] Hesê Dûdêyî giştî mêvanên xwe derbasî hundurê xîvetê kir û paşê li dû hemûyê ra kete hundur û hema wisan li ber deri rawestayî destê xwe da sîngê xwe û serçavanî da Mîrî û mêvanan: [3247 cihani_bilican] »Mîrê min tu bi koma xwe va li ser çavên min ra hatî« [3248 cihani_bilican] Tenê Mîrî li bersiva Hesêyi da got: [3249 cihani_bilican] »Zor sipas Hesê! [3250 cihani_bilican] Her bijî!« cihani_bilican] [3251 cihani_bilican] Genc û lawên mala Hesê Dûdêyî xerîkî pejirandinê bûn û qawe gerandin. [3252 cihani_bilican] Di gel vexwarin qawê Mîrî berê xwe li ser Hesêyi da, ko li ber derê konî rûniştibû, kir û gotê: [3253 cihani_bilican] »Hesê hema rastî jî te van rojana dîwanxane vik û vala kiriye. [3254 cihani_bilican] Her rastî me bîriya te kiribû.« [directspeech cihani_bilican] Zor sipas! [3255 cihani_bilican] Ji dilovaniya te ye Mîrê min! [3256 cihani_bilican] Paşî vexwarina qawê, Mîrî berê xwe li ser Gelhanê ridênsipî da kir û gotê: [3257 cihani_bilican] »Gelhan qelenê Werdekê dane ber Hesêyi!« [3258 cihani_bilican] Gelhan ji cî firikî û xurcika qelenê Werdekê li bin qapûtê xwe deranî û rabû ser piyan û hema wisan xurcika zêran devgirêdayî danî ber Hesêyi û got: [3259 cihani_bilican] »Pêncsed zêr e. [3260 cihani_bilican] Eger hindik be jî gelekî bizanibe!« [3261 cihani_bilican] Li dû gotina wî ra, Hesê ji cî rabû û destê xwe da sîngê xwe û got: [3262 cihani_bilican] »Mîrê min ez razî bi zehmeta we nînim. [3263 cihani_bilican] Werdek her kiça teye.« [3264 cihani_bilican] Paşê gote kurê xwe yê mezin: [3265 cihani_bilican] »Êzdîn! [3266 cihani_bilican] Ewê xurcikê dane ber Mîrî!« [3267 cihani_bilican] Kurê wî ji cî rabû û xurcika zêran li ber bavê xwe hilanî û li ber Mîrî danî. [3268 cihani_bilican] Hesêyi got: [3269 cihani_bilican] »Ezbenî we ji min ra anî, ez jî pêşkêşî we dikim.« [3270 cihani_bilican] Lê Mîrî nepejirand û dîsan xurcika zêran da destê Gelhani û Gelhani xurcik li ber Hesêyi danî. [3271 cihani_bilican] Hesê li cî da rûnişt û çav li kurê xwe kir û gotê: [3272 cihani_bilican] »Ewê xurcikê hilîne!« [3273 cihani_bilican] Kurê wî xurcik hilda û bire aliyê malê. [3274 cihani_bilican] Li dû qelen ra ridênsipiyan hindekî yarî û laqirdî bi hev kirin. [3275 cihani_bilican] Paşê Mîrî [3276 cihani_bilican] berê xwe li ser Hesêyi da kir û gotê: »Hesê destûrê bide, bila bûkê siwar bikin!« [3277 cihani_bilican] Ezbenî destûra me jî her li destê te daye. [3278 cihani_bilican] Werdek kiça teye. [3279 cihani_bilican] Serferaz bî Hesê! [3280 cihani_bilican] Her hebî Mîrê min! [3281 cihani_bilican] Mîrî berê xwe li ser Gulî Dengbêj da kir û gotê: »Here bêje berbûkan bila bûkê saz bikin, Hesêyi destûra me daye!« Îca Mîr bi vê gotina xwe ra jî rabû ser piyan. [3282 cihani_bilican] Gava ko mîr rabû şipê, komel jî pê ra rabûn û hemû tev derketin derva. [3283 cihani_bilican] Li derva meyter û hêştirvanan cihêzê Werdekê bar dikirin. [3284 cihani_bilican] Cihêzê Werdekê kirin barê heft hêştiran. [3285 cihani_bilican] Hesêyi gote Mîrî: [3286 cihani_bilican] »Mîrîm bibexşîne! [3287 cihani_bilican] Bêdem bû. [3288 cihani_bilican] Me cihêzekî wisan nekiriye.« [3289 cihani_bilican] Mîrî gotê: [3290 cihani_bilican] »Na, Hesê mala te ava be! [3291 cihani_bilican] Lap cihêzekî baş e.« [3292 cihani_bilican] Li dû Mîrî ra şoşmînan bi hev ra gotin: [3293 cihani_bilican] Mala te ava be Hesê! [3294 cihani_bilican] Bijî Hesê! [3295 cihani_bilican] Malîava Hesê! [3296 cihani_bilican] Dîsan dengê duhol û zurnayê der û deşt da ber xwe. [3297 cihani_bilican] Begzadan li miqamê Siwaran didan. [3298 cihani_bilican] Bi dengê duhol û zurnayê ra bû şingeşinga Siwaran û dîsan li besta biniya malan ketin cirîdê. [3299 cihani_bilican] Bi dengê miqamê Siwaran ra du berbûkan bi milê Werdekê ra girtin û ew anîne derva. [3300 cihani_bilican] Werdek bi heft qeleman neqişandibûn û xêliyeke sore zer avîtibûn ser serê wê. [3301 cihani_bilican] Li derva meyterê mala Mîrî li mehnegiyekê siwar bibû û li pêş xîveta Werdekê rawestabû. [3302 cihani_bilican] Gava ko bûk derxistin derva, du, sê ridênsipî jî çûn û bi milê bûkê ra girtin û ew du caran li dora mehnegiyê ra gerandin û cara sêyan meyter ji mehnegê peya bû û bûk li mehnegê siwar kirin. [3303 cihani_bilican] Bûka Hesêyi ya mezin tasek av li dû bûkê ra avêt û got: [3304 cihani_bilican] »Ronakjîn bî! [3305 cihani_bilican] Dawî bi xêr û xweşî !« [3306 cihani_bilican] Berbûk û şoşmînan xatirê xwe ji mala Hesêyi xwestin û ber bi mala Mîrî rêketin. [3307 cihani_bilican] Gava ko Siwaran dîtin vaye bûk siwar kirine, bi cirîdanê hatin pêşiya bûkê. [3308 cihani_bilican] Werdekê jî dizgîna mehnegê berev kir û tevî Siwaran kete cirîdanê û sê çar seriyan bi Siwaran ra li vî serê meydanê ta serê hanê da meydanan. [3309 cihani_bilican] Ji layê dî va birazava bi koma xwe va di gel Silêmanî li hespan siwar bûn û hatin pêşiya bûkê û şoşmînan ewan xwestin ko têkelî Siwaran bibin. [3310 cihani_bilican] Lê şoşmînan hêrişî ser wan kirin û nehêlan ko suwarên desta zavayi têkelî desta wan bibin. [3311 cihani_bilican] Suwarên desta zavayi du, sê seriyan li dora şoşmîn û bûk û berbûkan ra dane cirîdanê û li dû ra bi gultetî zivirîn ber derê xîveta zavayi. [3312 cihani_bilican] Silêman li nava koma birazava da, li wê damê da ko Mîroyê kurê mela Hesenî, birazavayê wî dara bûk û zavatiyê li ser serê wî ra girtibû, li ber derê xîveta bûk û zavatiyê li hîviya bûkê rawestan. [3313 cihani_bilican] Suwar û peya û bûk û berbûk û şoşmîn tev gihîştin ber derê mala Mîrî. [3314 cihani_bilican] Berbûkan bi zengiya bûkê ra girtin û ew peya kirin. [3315 cihani_bilican] Li wê demê da Silêmanî sêvek virvirande bûkê. [3316 cihani_bilican] Sêva wî li ber koviya bûkê ra derbas bû û genc û lawan sêv li hewale girtin û li destên hevdu revandin. [3317 cihani_bilican] Mîroyi jî sêniya şekirok û pareyan reşande pêşayîka bûkê. [3318 cihani_bilican] Zarûyan xwe avîtin şekirok û pareyan. [3319 cihani_bilican] Gulîzer bûka Mîrî ya mezin, maliya Ehmed Begî, hate pêşiya bûkê û li ber bûkê bi qolanî leyist. [3320 cihani_bilican] Desteyek qîz û bûk jî di gel wê bi leyza qolanî milê bûkê ra girtin û ew ber bi xîveta wê ya taybetî birin. [3321 cihani_bilican] Li ber derê xîveta bûkê berdestkên mala Mîrî çendîn kasik, dîzik, kuloz, fîncan û feyfûrî li ber piyên bûkê işkandin û bûk li ser kaxikên wan dîz û kuloz û fîncan û feyfûriyan ra derbas bû û kete hundurê xîveta taybete bûk û zavatiyê. [3322 cihani_bilican] Koma zavayi jî dîsan bi dara bûk û zavatiyê va zivirîn mala birazavayi. [3323 cihani_bilican] Hê çilê bûkê û zavayi derneketiye. [3324 cihani_bilican] Hê hina bûk û zavatiyê li destên wan neçûye. [3325 cihani_bilican] Silêman li xîveta xwe ya taybetî da rûniştiye. [3326 cihani_bilican] Serê wî di ber daye û kûr diponije. [3327 cihani_bilican] Ketiye deriyaya kûre bîr û hizran da. [3328 cihani_bilican] Di dilê xwe da, xwe ji xw ra dibêje: [3329 cihani_bilican] »Hey feleka pîr! [3330 cihani_bilican] Tu rojê leyzekî dileyzî. [3331 cihani_bilican] Geh rast dizivirî û geh jî çep. [3332 cihani_bilican] Gava ko tu rast dizivirî, hemû tişt rêk û pêkin. [3333 cihani_bilican] Her kes li ser kar û barên xwe û her tişt li ciyên xwe da rêkin. [3334 cihani_bilican] Lê Yezdan neke ko tu bi kesekî ra bikevî înk û kînê. [3335 cihani_bilican] Gava ko tu bi kesekî ra ketî înkê, giştî kar û barên wî yê rêk jî nerêk dibin. [3336 cihani_bilican] Giştî dost û heval û hogirên wî yên cancanî jî jê ra dibin dijminê xûnî û bavkuştî. [3337 cihani_bilican] Hingivînê destê wî belengazî dê jehriya marê serkesk derkeve. [3338 cihani_bilican] Penêrê li ber piyên hespê wî bibe kevir û sorgulê jê ra bibe dirka jehravî û bilbilên di baxçê wî da, yê bibin kundê korî bê wayîk. [3339 cihani_bilican] Cîhana derewîn e. [3340 cihani_bilican] Pîra mirovixor û xortxapîne. [3341 cihani_bilican] Ta roja îro kesî nekariye, dûl û bayên wê rast bike. [3342 cihani_bilican] Ta roja îro çi kesî razên wê yên sergirtî ser venekiriye. [3343 cihani_bilican] Erê kê dizanî? [3344 cihani_bilican] Çi kes nizanê kanê sibê dê çiyê bê serê wî. [3345 cihani_bilican] Em ko hemû tiştên nerêk davêjin ustuyê vê çerxa çepger, lê ya rastî ev çerxa pîr û hevderketî jî qet nizane kanê kê wê dizivirîne. [3346 cihani_bilican] Kê çerxa wê diçerixîne. [3347 cihani_bilican] Qet ew jî nizane kanê sibê dê çi yê bê serê wê bixwe jî. [3348 cihani_bilican] Gelo ewê heta hetayî bizivire, yan hema hindik maye ko ew jî li ser teberê bişiqite û li nav keyhana bê bin da jev belaw bibe û bibijiqe û pirtikên wê li hewaya be bin da bibin toz û gemar? [3349 cihani_bilican] Erê cîhan e! [3350 cihani_bilican] Kes nizane, ka li pişt perdê da kî heye? [3351 cihani_bilican] Çi heye û çi tuneye? [3352 cihani_bilican] Dibêjin çerxa felekê ye, ko Siwaran peya dike û peyayan siwar. [3353 cihani_bilican] Mîr û mîrizadan dike şivan. [3354 cihani_bilican] Dîsan şivanan dike mîr. [3355 cihani_bilican] Kes tişteke ji karê vê cîhanê nizane. [3356 cihani_bilican] Diqewime, tu ko niha li wêderê rawestayî, sibê qeziyayek wisan bê serê te, ko te li ser textê padişatiya te bavêjin û teyî li nava deriyaya xweşî û heyê da noqimbûyî, bikin golikvanê guhên gundan. [3357 cihani_bilican] Diqewime te bi golikvanî jî nepejirînin. [3358 cihani_bilican] Lew ra ko tuyî mîr û mîrizade golika beş û ya dêlbaz ji hevdu nanasî. [3359 cihani_bilican] Xelik şêt nebûne, ko golikên xwe têkin ber te. [3360 cihani_bilican] Herçend ko tu pir zana û jêhatî bî jî, bilanê. [3361 cihani_bilican] Ew [3362 cihani_bilican] yeke li destê te da ko nîne. [3363 cihani_bilican] Pêşiyan gotine: »Jêhatbûnê nîne, lêhatbûnê ye.« Yan berewajî wê, teyî golikvan, ko tu ji golikan pêve çi tiştî nanasî, bikin şah û padişahê welatên pan û berîn. [3364 cihani_bilican] Bi mîlyonan civata çavgirêdayî bêy wê hindê, ko bizanibin tu kî yî û çî yî, serê xwe ji te ra bitewînin û li jêr fermana te da bin. [3365 cihani_bilican] Bêy wê hindê ko te binasin, gultegulte herin xwe ji bona yek gotina te bidin kuştinê. [3366 cihani_bilican] Zaroyên xwe ji te ra gorî bikin. [3367 cihani_bilican] Çunku çerxa felekê li wê demê da li ser bayê te dizivire. [3368 cihani_bilican] Lê wakî çerxa felekê li ser bayê te nezivire, pişîka te ya nêçîrvan dê diz û seyê te yê gurêx dê arode derkeve. [3369 cihani_bilican] Erê cîhan e! [3370 cihani_bilican] Tu çi dizanî, tu ko şev û roj dixebitî. [3371 cihani_bilican] Bi maran ra qalik davêjî, çî yê bibe destvehata te? [3372 cihani_bilican] Tu çi dizanî kî yê keda destên te bixo? [3373 cihani_bilican] Te hew dît ko tu ne ji gav da ji tik û pik ketî û malê te, ew malê ko te bi hezar û yek êş û cenceratê berev kiriye, li ber çavên te xêz û vêz û suxt û puxt bikin...« [3374 cihani_bilican] Silêman li van hizirane da bû, ko Werdekê bang lê kir: [3375 cihani_bilican] »Hero Silêmano! [3376 cihani_bilican] Te xêre tu wisan kûr diponijî? [3377 cihani_bilican] Gemiyên te di oqyanosan da noqim bûne?« [3378 cihani_bilican] Silêmanî, te digot qay li xeweke kûr radibe, keserek rahêla û got: [3379 cihani_bilican] »Qet, hema wisan.« [directspeech cihani_bilican] Na, na bêje ka çi li dilê te ra derbas dibû! [directspeech cihani_bilican] Herê Werdekê, ez li bara kar û barên cîhanê da, li bara gera vê feleka çepger da dihizirîm. [3380 cihani_bilican] Ev feleka pîr, mîr û mîrzadan dike şivan. [3381 cihani_bilican] Şivanan dîsan dike berdevkê mîr û padişahan. [3382 cihani_bilican] Kes nizane ka ev feleka pîr dixwaze çi bike. [directspeech cihani_bilican] De rabe! [3383 cihani_bilican] Min jî got, ka tu li çi bareyê da dihizirî, lo! [directspeech cihani_bilican] Ne, her hind. [3384 cihani_bilican] Ez her li wê barê da, li bara leyza hezar renge felekê da dihizirîm. [3385 cihani_bilican] Li van got û bêjana da bûn, ko Mîroyê kurê Mela Heseni, birazavayê Silêmanî, bi gulşayî hate ber derê xîveta wan. [3386 cihani_bilican] Hê qisê nekirî, Silêmanî gazî kirê: [3387 cihani_bilican] Mîro ca were jor! [3388 cihani_bilican] Ez jî hema vaye têm. [3389 cihani_bilican] Îca Mîro bi gotina xwe ra kete hundurê xîvetê. [3390 cihani_bilican] Silêman yek bi bejna xwe va li ber va rabû. [3391 cihani_bilican] Herduyan destên xwe dane hev û hevdu himêz kirin. [3392 cihani_bilican] Li dû ra Mîro silav li Werdekê jî kir. [3393 cihani_bilican] Tev li ser tatikan rûniştin. [3394 cihani_bilican] Li dû serçavanî û xoşbêjiyê ra Mîro weha pîrozbayî li Silêman û Werdekê kir: [3395 cihani_bilican] Pîroz be Silêman! [3396 cihani_bilican] Çavên te ronahî Werdek! [3397 cihani_bilican] Zor sipas Mîroyê xoşdevî! [3398 cihani_bilican] Bijî Mîrîoyê delal! [3399 cihani_bilican] Qet li dîwanxanê çi heye? [directspeech cihani_bilican] Xweşiya te. [3400 cihani_bilican] Hemîn niha mamê Hesêyi bi hûrgilî ji te ra şirove kiriye. [3401 cihani_bilican] Îro piştî firavînê rê û şûna helbijartina serekpehlewantiyê ye. [3402 cihani_bilican] Mamê Hesê û Mîrî biriyar girtine, te bikin serekpehlewan. [3403 cihani_bilican] Mîrî şandiye ji te ra destek cil û bergên pehlewantiyê ji Helebê înane. [3404 cihani_bilican] Îca ez hatim min got ka te karê xwe kiriye, em tev herin dîwanxanê. [3405 cihani_bilican] Bi bihîstina van xeberana ra dilê Silêmanî weke cûncikekê li qefesa sîngê wî da perper lêda. [3406 cihani_bilican] Silêmanî ciyê xwe xoş kir û got: »Erê zor sipas! [3407 cihani_bilican] Mamê Hesêyi şeva dî gote min.« [directspeech cihani_bilican] Îca eger tu li ser karê xwe bî, rabe em tev herin. [3408 cihani_bilican] Niha Mîr bi koma ridênsipî û pehlewan û giregiran va li dîwanxanê da li bendî tene. [3409 cihani_bilican] Fermo em herin. [3410 cihani_bilican] Xwe gîro neke! [3411 cihani_bilican] A, ez amade me. [3412 cihani_bilican] Dey fermo! [3413 cihani_bilican] Herduk tev rabûn. [3414 cihani_bilican] Xatirê xwe ji Werdekê xwestin û ji xîvetê derketin. [3415 cihani_bilican] Werdek jî ta ber derê Xîvetê di gel wan hat. [3416 cihani_bilican] Silêmanî li pişt xwe ra li Werdekê nihêrî. [3417 cihani_bilican] Werdek pê ra keniya. [3418 cihani_bilican] Ewî jî bi bişirîneke şirîn bersiva lêvkena Werdekê da. [3419 cihani_bilican] Ta ko Mîro û Silêman çûn ketin hundurê dîwanxanê jî, Werdek hema wisan li ber derê xîvetê rawestabû û li bejin û bala Silêmanî, li rêveçûna wî, li havîtina pêngavên wî dinihêrî. [3420 cihani_bilican] Gava ko ewan li ber çavên wê wenda bûn, zivirî xîveta xwe. [3421 cihani_bilican] Dilê wê dikire tirpetirp. [3422 cihani_bilican] Dengê tirpetirpa dilê xwe bi başî dibihîst. [3423 cihani_bilican] Bi gulşayî xwe deverû avîte ser palgî. [3424 cihani_bilican] Rûmetê wê kete ser xabê mexmerê rûyê palgî. [3425 cihani_bilican] Rûmetê xwe lê sût. [3426 cihani_bilican] Xoşina wê lê hat. [3427 cihani_bilican] Seha xweşî û gulşatiyê li giştî leşê wê geriya. [3428 cihani_bilican] Dîwanxane û koma pehlewan û giregiran anî ber çavên xwe. [3429 cihani_bilican] Ew giregirên ko dixwestin ewê bi zora zêran ji bavê wê bixwazin. [3430 cihani_bilican] Ew pehlewanên ko li evîn û xwazîka wê da dişewitîn, lê li ber mercê wê newêrîbûn derê sendoqa dilê xwe yê wargehê derd û kulan vekin. [3431 cihani_bilican] Silêman û Mîro tev daketin hundurê xîveta dîwanxanê. [3432 cihani_bilican] Gava ko çûne jorê, Silêman li ber deri rawesta û destê xwe da sîngê xwe û silav li komelê kir. [3433 cihani_bilican] Hemûyê tev silava wî vegirtin. [3434 cihani_bilican] Ji nîvê komelê zêdetir li ber wî va rabûn. [3435 cihani_bilican] Mîr Elî Siwaran jî bixwe ji ciyê xwe hilqedimî û bi dest cî nîşanî Silêmanî da. [3436 cihani_bilican] Silêman di gavekê da li ber şerman soromoro bû. [3437 cihani_bilican] Lê zû xwe kom kir û destê xwe da sîngê xwe û hema wisan li ber derê xîvetê rawestayî ma. [3438 cihani_bilican] Mîrî dîsan cî nîşanî wî da û vê carê bi dengekî bilind, ko rehên [3439 cihani_bilican] kêfxweşî û şabûnê têda bi başî diyar dikirin, got: [3440 cihani_bilican] »Silêman fermo lêre! [3441 cihani_bilican] Fermo! [3442 cihani_bilican] Fermo! [3443 cihani_bilican] A lêre! [3444 cihani_bilican] A lêre!« [3445 cihani_bilican] Silêmanî nepejirand û got: [3446 cihani_bilican] »Ezbenî eger destûra we hebe, ezê hema a lêre birûnim.« [3447 cihani_bilican] Lê Mîrî nepejirand û du, sê caran li ser hev bi dengekî bilind gotê: [3448 cihani_bilican] »A, were lêre! [3449 cihani_bilican] A, were lêre!« [3450 cihani_bilican] Silêman bi neçarî hema wisan ko destê wî yê rastê li ser sîngê wî bû, ber bi ciyê ko mîrî nîşanî wî da bû, çû û li serfêza koma pehlewan û xoşmêran, li bintara xezûrê xwe Hesê Dûdêyî da rûnişt. [3451 cihani_bilican] Gava ko Silêman rûnişt, ew nîvê komelê yê mayî jî li ber wî va hilqedimîn. [3452 cihani_bilican] Silêman bi dengekî lerizok got: [3453 cihani_bilican] »Tikayê dikim! [3454 cihani_bilican] Fermon! [3455 cihani_bilican] Fermon!« [3456 cihani_bilican] Komel her kes li ciyê xwe da rûniştin. [3457 cihani_bilican] Silêmanî li nava çav û birûyan da avirekî bikir li komelê gerand. [3458 cihani_bilican] Rêza mêrxas û pehlewanan cuda bû. [3459 cihani_bilican] Rêza ridênsipiyan cuda bû. [3460 cihani_bilican] Rêza giregire û serekhozan cuda bû. [3461 cihani_bilican] Bi dîtina vê komelê û dîwanxanê ra dîwanxana bavê xwe anî bîra xwe. [3462 cihani_bilican] Baş dihate bîrê, ko li dîwanxana bavê wî da jî gava ko karekî giring heba, giregire û mêrxas, ridênsipî û serekhoz, biwêr û pehlewan weha kom dibûn. [3463 cihani_bilican] Dîwanxana bavê wî jî çi ji vê dîwanxanê nedima. [3464 cihani_bilican] Lê çi jê hat? [3465 cihani_bilican] Piştî mirina bavê wî, piştî wê hindê ko bavê wî li ser zivirandina talanan û li ser parastina av û axa kal û bavan ji hêrişa neyaran, hate kuştinê, jêk belaw bû. [3466 cihani_bilican] Li dû ra careke dî jî cerdê avîte ser talanên wan û dar û nedarên wan birin. [3467 cihani_bilican] Mîrtî ji destên wan hate derêxistinê û kete destê Emer axayî. [3468 cihani_bilican] Emer axayî jî her pêş da nexşa her tiştî kêşa bû. [3469 cihani_bilican] Ewî berî hînga xûşka xwe Xecîc avîtibû devê mamê Îsi û bi wê hindê devê Mamê Îsi girêdabû. [3470 cihani_bilican] Ewî bi arîkariya neyaran pêşbîniya her tiştî kiribû. [3471 cihani_bilican] Li kutayê da jî komela durû berebere ji dora wan revîn û ewan li tunebûnê da tenê hêlan. [3472 cihani_bilican] Lê Emer axayî karekî dî jî kiribû. [3473 cihani_bilican] Ewî Mamê Îsi kiribû berdevkê xwe, ta ko devê hindek dilsojên mala Mîrî girêbide. [3474 cihani_bilican] Lê radeya dilsojan jî berebere kêm û kêmtir dibû. [3475 cihani_bilican] Erê Sûsê çi baş digot; Her ko kize, mêşan li wir vizeviz e. [3476 cihani_bilican] Îca li ser hemû kul û derdan ra mamê wî ew kiribû qawegerînê dîwanxana Emer axayî. [3477 cihani_bilican] Ev serhatiyên tal bînanî perdeyekê li pêş çavên wî ra derbas bûn. [3478 cihani_bilican] Dîsan berêkê da avirek da dîwanxanê û rûniştiyên wê. [3479 cihani_bilican] Ji koma pehlewanan û desta giregirên hoz û qebîlan pêve, yên dî hemû keyfxoş bûn. [3480 cihani_bilican] Tenê koma pehlewan û giregiran, te digot qay xwelî li ser da dabêtine. [3481 cihani_bilican] Gelek ji wan pehlewan û giregirane li xwazîka destveînana Werdekê da sotibûn. [3482 cihani_bilican] Lê newêrîbûn, ewê xwazîkê eşkere bikin. [3483 cihani_bilican] Tirsiyabûn. [3484 cihani_bilican] Ji daxê tirsiyabûn. [3485 cihani_bilican] Lê Silêmanê biwêr û pehlewan mêrmêran e li Werdekê bibû xudan. [3486 cihani_bilican] Werdek weke pariyekî çivir ji nav dest û lepên wan deranîbû. [3487 cihani_bilican] Bêgotin li nav wan pehlewanana da yên ji Silêmanî zor û zorbetir jî hebûn, lê newêrek bûn. [3488 cihani_bilican] Ji ber tirsan newêrîbûn, xwazîka dilê xwe eşkere bikin. [3489 cihani_bilican] Lê êdî derbas bibû. [3490 cihani_bilican] kuta bibû. [3491 cihani_bilican] Dar ketibû û toz temirîbû. [3492 cihani_bilican] Werdek giheştibû xudanê xwe. [3493 cihani_bilican] Lê ka ew dilê ko vê hindê bipejirîne. [3494 cihani_bilican] Dil wargehê vîn û kînêye. [3495 cihani_bilican] Dilê ko kîna kesekê ketê, zor dijwar e ko vîna wî jî di wî dilî da cîwar bibe. [3496 cihani_bilican] Kombûna du dijberan li ciyekî da ya bûnê nîne. [3497 cihani_bilican] Eger kîna kesekî di dilekî da cî bû, êdî zor dijwar e, ko vîna wî jî li wî dilî da rê ji xwe ra peyda bike. [3498 cihani_bilican] Erê kîna Silêmanî ketibû dilê gelekê ji van pehlewan û giregire û mêrxasana da. [3499 cihani_bilican] Lê ka ew mêrê ko bikaribe deng bike û ewê kînê eşkere ke. [3500 cihani_bilican] Silêmanî ev hinda baş li çavên wana da dixwend. [3501 cihani_bilican] Paşî vexwarina qawê û xwarina firavînê, Mîrî bi dengekî aza gote begzadan: [3502 cihani_bilican] »Ca li derva miqamekî şad û sivik lêdin, em jî vaye li dû we ra tên.« [3503 cihani_bilican] Bi gotina Mîrî ra begzade derketin derva û li ber derê dîwanxanê dest pê kirin pêş da miqamekî şad û li dû ra jî miqamekî mêraniyê lêdan û bi lêdana miqami ber bi meydana zoranê çûn. [3504 cihani_bilican] Di gel dengê duhol û zurnayê, Mîrî berê xwe li ser Mela Ehmedi da kir û gotê: [3505 cihani_bilican] »Mela Ehmed fermo!« [3506 cihani_bilican] Mîr û Mela Ehmed tev ji cî rabûn û ketin pêşiya komelê û li dîwanxanê derketin. [3507 cihani_bilican] Li dû wan ra pirtêpirtê kete nav komelê û bi gultetî ji xîvetê derketin. [3508 cihani_bilican] Bi dengê duhol û zurnayê ra, gultegulte qîz û bûk û jin û zar ji xîvetan derketin û deste desteber bi meydana zoranê meşîn. [3509 cihani_bilican] Komela mêr û jin û zaran pêkve giheştin meydana zoranê. [3510 cihani_bilican] Destek cil û bergên pehlewantiyê li destê Remo pehlewanî da bû, ko ber bi doşika naverasta meydanê dibir. [3511 cihani_bilican] Gava ko Remo pehlewan gihîşte rex wê doşikê, Mîrî bi wateya bêdengiyê dest li begzadan hejand. [3512 cihani_bilican] Di gel fermana Mîrî dengê duhol û zurnayê kerr bû. [3513 cihani_bilican] Li ber axiftin û got û bêja komelê gimegim ketibû meydanê. [3514 cihani_bilican] Werdekê jî di gel Gulîzera bûka Mîrî û komek qîz û bûk va xwe dabû serperê koma jinan. [3515 cihani_bilican] Gava ko begzade bêdeng bûn, carçiyek derkete ser doşika nîveka meydanê û bi du, sê dangan kire gazî : [3516 cihani_bilican] »Gelî komelê tikaye bêdeng bin! [3517 cihani_bilican] Mamê Hesê dixwaze biaxive.« [3518 cihani_bilican] Bi dengê wî ra komel kerr bû. [3519 cihani_bilican] Di wê demê da Mîrî berê xwe li ser Hesê Dûdêyî da kir û gotê: [3520 cihani_bilican] Hesê fermo komelê gelekî çavnihêr nehêle! [3521 cihani_bilican] Li dû fermana Mîrî ra Hesê çû li ser wê doşikê şipêkî rawesta û weha dest bi axiftinê kir: [3522 cihani_bilican] »Gelî komela birêz! [3523 cihani_bilican] Gelî ridênsipî û giregirên hêja! [3524 cihani_bilican] Pehlewan û mêrxasên biwêr! [3525 cihani_bilican] Gelî jin û porsipiyên êlê! [3526 cihani_bilican] Hûn hemû dizanin û agadarin, ko ta roja îro me li ber vê ax û avê da, li ber xaka paka nîştimanê xwe da, çi xizmetên giring kirine. [3527 cihani_bilican] Hûn hemû li giştî qewimîn û serhatiyên me agadarin. [3528 cihani_bilican] Çar nikarên me dijmin û neyarên çavnebar û çavçinok û xûnxwar in. [3529 cihani_bilican] Ta roja îro bi yarmetî û arîkariya Yezdan û rênimûniya Mîrî û hevaltî û hevkarî û yêkatiya komela xwe, me çi derfend nedane van neyaran. [3530 cihani_bilican] Ne tenê li dirêjaya vê mêjûya ko em pêkve dixebitin, çi kesî newêriye avirekî çep bide nîştimanê me, belkû vê gavê hevhêsiyên me yên başûr û yên rojava bêşa salane jî didine me û em jî wana li himber vê bêşê da, ji devê diz û gur û zorbêjan diparêzin. [3531 cihani_bilican] Lê her wekî hûn hemû rewşa min dibînin, ez êdî pîr bûme. [3532 cihani_bilican] Min temenek bihorandiye. [3533 cihani_bilican] Roja îro êdî gered, gereda genc û lawane, ko evê erka giring dest xwe va bigrin û rêça me bişopînin. [3534 cihani_bilican] Ez roja îro li vê bereviyê da dixwazim tiştekzor giring bigehînim agadariya we. [3535 cihani_bilican] Bi fermana Mîrî û rêdana ridênsipiyan, ji îro şûn da ez erka xwe ya serekpehlewntiyê dispêrim zavayê xwe Silêmanê Eliyê Mîr Silîv Begê...« [3536 cihani_bilican] Gava ko navê Silêmanî û bi taybetî navê kal û bavê wî, hate ragehandinê, dengedeng kete nav komelê. [3537 cihani_bilican] Bû pistepista wan û li guçkên hevdu da xeber dan. [3538 cihani_bilican] Mîr xwe kuxand û got: [3539 cihani_bilican] »Gelî komelê tikaye bêdeng bin! [3540 cihani_bilican] Bêdeng bin kanê Hesê çi dibêje!« [3541 cihani_bilican] Komel li cî da bêdeng bû. [3542 cihani_bilican] Hesê dîsan li dû gotinên xwe ra girt û got: [3543 cihani_bilican] »Ez îro li pêş çavên we vê erka giring dispêrim Silêmanî, lê ez daxwazê ji Silêmanî dikim, ko weke kurdekî dilsoj bixebite û çi gavan li çi hel û mercan da li beranber vî gelî û vê av û axê da serê wî jî biçe, kêmasî û xinizî û qelsî û dexesiyê neke. [3544 cihani_bilican] Niha ez daxwazê ji Silêmanî dikim ko ji bo rê û şûna vergirtina cil û bergên pehlewantiyê û sûnda nîştimanperweriyê çavnihêrî fermana Mîrî be.» [3545 cihani_bilican] Bi kutabûna axiftinên Hesêyi ra, komelê li çepikan dan û bû tiplequtanê û jinan tilîlandinê. [3546 cihani_bilican] Li dû ra Mîr ber bi doşika nîveka meydana zoranê çû. [3547 cihani_bilican] Bi çûyîna Mîrî ra dîsan bilmebilm kete nav komelê. [3548 cihani_bilican] Gava ko mîr giheşte ser doşikê, hê jî bilmebilma komelê bû. [3549 cihani_bilican] Mîrî li ser doşikê du, sê caran vî alî û wî alî li dora xwe, li komelê nihêrî. [3550 cihani_bilican] Li dû ra du, sê caran xwe kuxand. [3551 cihani_bilican] Bi kuxiyana Mîrî ra komel bêdeng bû. [3552 cihani_bilican] Mîr bi heyecan bû. [3553 cihani_bilican] Keyfxoş bû. [3554 cihani_bilican] Bi keyfxoşiyeke taybetî dest bi axiftinê kir: [3555 cihani_bilican] »Gelî hevwelatîno! [3556 cihani_bilican] Gelî komela hêja! [3557 cihani_bilican] Xûşk û birayên birêz! [3558 cihani_bilican] Herwekî Hesêyi ragehand, me li ser dîtina giregire û ridênsipiyên gelê xwe, Silêmanê Eliyê Mîr Silîv Begê, ko we hemûyan mêranî û pehlewantiya wî dîtiye û hûn bi hêza milê wî hesiyane, bo erka giringe ya serekpehlewantiyê helbijartî ye. [3559 cihani_bilican] Roja îro em li vê derê berev bûne, ko li ser rê û şûna kal û bavan, li ser rê û şûna pêşiyên xwe, ew pêşiyên ko bi xûna xwe ev av û axa ji me ra parastine, evê erka giring li pêş çavên we hemûyan bispêrin destê Silêmanî. [3560 cihani_bilican] Ji îro şûn da Hesê Dûdêyî, ko temenekî dûr û dirêj li ber vî gelî û li ber vê av û axê da xizmetên giring kirine, karvenîş dibe û Silêmanê Silîv li ciyê wî da dibe serekpehlewan. [3561 cihani_bilican] Remoyê pehlewan jî dîsan dê wekî pêş da, cîgirê serekpehlewanî be. [3562 cihani_bilican] Ez li hindav xwe da zor sipasê ji xizmetdarî û dilsojiya Hesê Dûdêyî dikim û temenekî dûr û dirêj, temenekî bi serferazî û tendurustî jê ra daxwaz dikim. [3563 cihani_bilican] Her wisan ez vê erka giring pîrozbayî dibêjime Silêmanî û daxwazê ji Silêmanî dikim, ko bo rê û şûna vepoşîna cil û bergan û sûnda nîştimanperweriyê were ser serkoyê.« [3564 cihani_bilican] Bi vê gotina Mîrî ra şîrqîn kete komelê û hemûyê bi hev ra navê Silêmanî anîn û li çepikan dan. [3565 cihani_bilican] Mîr jî li ser serkoyê peya bû û ber bi ciyê xwe yê pêş da çû. [3566 cihani_bilican] Bi dengê komelê ra Silêman ber bi serkoyê çû. [3567 cihani_bilican] Remo pehlewan jî hema wisan cil û bergên serekpehlewantiyê li ser destaye û li rex serkoyê rawesta ye. [3568 cihani_bilican] Gava ko Silêman gihîtşe ser serkoyê, dîsan şîrqîn bi komelê ket û bû Silêman, Silêmana wan û li çepikan dan. [3569 cihani_bilican] Silêman ko hilkişiyabû ser serkoyê, destên xwe bi wateya sipasbêjiyê ji komelê ra hejand û berê xwe li ser komelê da kir û destê xwe da sîngê xwe û serê xwe ji komelê ra xwar kir. [3570 cihani_bilican] Di vê demê da Remo pehlewan jî bi buxçika kincikan va hilkişiya ser serkoyê. [3571 cihani_bilican] Derê buxçikê vekir. [3572 cihani_bilican] Destek cilkên çerm li nav buxçikê da bû. [3573 cihani_bilican] Remoyi pêş da kurtikekî çermîn ji buxçikê deranî û gote Silêmanî kurtikê xwe bêxe. [3574 cihani_bilican] Silêmanî kurtikê xwe şiqitand. [3575 cihani_bilican] Remoyi bi milê kurtikê çermîn ra girt û Silêmanî milê xwe tê ra kir, û bixwe bizmikên kurtiki ji davê ta binçenê li hev ra derbas kir û li bin çena xwe da girêda. [3576 cihani_bilican] Bi vergirtina kurtiki ra, komelê li çepikan dan: [directspeech cihani_bilican] Pîroz be! [3577 cihani_bilican] Sed car pîroz û bimbarek be! [3578 cihani_bilican] Her bijî Silêman! [3579 cihani_bilican] Li dû ra Remo pehlewanî şapikê çermîn jî da destê Silêmanî. [3580 cihani_bilican] Silêmanî şapik jî li xwe kir. [3581 cihani_bilican] Dîsan qûtîn bi komelê ket: [directspeech cihani_bilican] Pîroz be! [3582 cihani_bilican] Pîroz be! [3583 cihani_bilican] Li dû ra Remoyi kembera çermîn da destê Silêmanî. [3584 cihani_bilican] Silêmanî bi hostatiyek tam sermilkê kemberê avîte ser milê xwe û serê wê li azûmê ra derbas kir û bi ser û ber li navtenga xwe va qişt girêda. [3585 cihani_bilican] Dîsan dengê şayî û pîrozbayiya komelê cergê asîmanan kerr û guçkên felekê kerr kir. [3586 cihani_bilican] Li dû ra Silêmanî gîzma çermîn jî, ko Remo pehlewanî danîbû rex wî, rakir û kişande piyên xwe. [3587 cihani_bilican] Gîzme ta bin çokên wî hatin. [3588 cihani_bilican] Komelê bi hev ra gazî kirin: [directspeech cihani_bilican] Li ser çavên dijmin û neyaran ra be! [3589 cihani_bilican] Li dû gîzman ra Remo pehlewanî bi berestûya zirêxê pehlewantiyê ra girt û Silêmanî milên xwe tê ra kir û Remoyi alî wî kir, ta ko çarbaskên zirêxi li piş xwe ra li hevdu ra derbas kir. [3590 cihani_bilican] Dîsan qûtîn bi komelê ket: [directspeech cihani_bilican] Pîroz be! [3591 cihani_bilican] Sed car bimbarek û pîroz be! [3592 cihani_bilican] Remoyi kulavqot jî da destê Silêmanî. [3593 cihani_bilican] Silêmanî kulavqot da serê xwe û çarbaskên wî li bin çena xwe da li hev ra derbas kir. [3594 cihani_bilican] Dîsan jî dengê komelê bilind bû: [directspeech cihani_bilican] Pîroz be! [3595 cihani_bilican] Pîroz be! [3596 cihani_bilican] Li dû ra Remo herdu zendane raberî Silêmanî kirin. [3597 cihani_bilican] Silêman herdu zendane jî kişande zendên xwe û kespikên wan li nav hevdu ra derbas kirin. [3598 cihani_bilican] Li dû ra Remoyi şûr bi kalani va da destê Silêmanî. [3599 cihani_bilican] Silêmanî şûr jî ji destên wî stand û kembera kalanê şûri avîte navtenga xwe û li ser newqa xwe da ediland û şûr li ser kêleka xwe ya çepê va girêda. [3600 cihani_bilican] Dengê komelê bilind bû: [3601 cihani_bilican] Pê serê dijminî bifirînî! [3602 cihani_bilican] Li dû ra xencer ji destê Remoyi vegirt û li ber kembera xwe ra kir. [3603 cihani_bilican] Dîsan komelê dane hawaran: [3604 cihani_bilican] Pê zikê dijminan bidirînî! [3605 cihani_bilican] Remoyi mertalê polayîn û nêza çar gezî jî raberî wî girt. [3606 cihani_bilican] Silêmanî ewan jî ji destê Remoyi vergirt û nêze li destekî û mertal jî li destê dî da şûş li ser serkoyê li pêşberî komelê gij rawesta. [3607 cihani_bilican] Komelê dane hawaran: [directspeech cihani_bilican] Pê cergê neyaran kon konî bikî! [3608 cihani_bilican] Remo jî hema wisan li bin piya serkoyê li rex wî rawestaye. [3609 cihani_bilican] Bo demeke kurt Silêman hema wisan rawestayî ma û li komelê nihêrî. [3610 cihani_bilican] Bi hezaran kesî, çav kutabûn nav çavên Silêmanî û çavnihêr bûn, kanê Silêmanê çi bêje. [3611 cihani_bilican] Silêmanî giraniya hezaran çavî li ser leşê xwe da seh kir. [3612 cihani_bilican] Hindik mabû li jêr tirîşkên çavan da biwehimiya. [3613 cihani_bilican] Lê zû xwe berev kir. [3614 cihani_bilican] Tama devê xwe xweş kir. [3615 cihani_bilican] Tûka xwe qurtve kir. [3616 cihani_bilican] Vî alî, wî alî li dor xwe nihêrî û weha dest bi axiftinê kir: [3617 cihani_bilican] »Mîrê birêz! [3618 cihani_bilican] Pehlewanên hêja! [3619 cihani_bilican] Giregirên giranbuha! [3620 cihani_bilican] Serejin û porsipiyên dilovan! [3621 cihani_bilican] Xûşik û birayên xoşewîst! [3622 cihani_bilican] Komela xoşdevî! [3623 cihani_bilican] Ez berî her tiştî sipasê li Mîr û li xalê Heswêyi dikim, ko ez hêjayî vê erka giring dîtim û ev erka sipartin min. [3624 cihani_bilican] Ez îro li ser vê cayîgeha pîroz û li pêşberî we hevnîştimanên hêja da, gift û erêkirinê dikim, ta roja ko zindî bim, bi can û dil ji bo parastina welatê xwe û serferaziya gelê xwe têbikoşim. [3625 cihani_bilican] Ez li beranber we û nîştimanê xwe da sûnd dixom, ko çi caran li parastina gel û nîştimanê xwe li hember hêriş û destdirîjîkirinên neyaran da xinizî, qelsî, dexesî û kêmasiyan nekim. [3626 cihani_bilican] Ez sûnd dixom bi Yezdan, ko sêrê min dê di oxîra gel û welatê min da be û hindî ez hebim, ezê li vê erka pîroz da, bi dil û can ji bo gel û welatê xwe bixebitim û wec û karên gel û welati dê li ser hemû kar û barên dî ra bigirim. [3627 cihani_bilican] Li kutayê da ez ji Yezdan dixwazim, ko li vê erka pîroz da arîkariya min bike.« [3628 cihani_bilican] Lêre da Silêman bêdeng bû. [3629 cihani_bilican] Berî hemûyê Mîrî û li dû wî ra jî komelê li çepikan dan. [3630 cihani_bilican] Silêman li nav çepikên komelê da li ser serkoyê peya bû. [3631 cihani_bilican] Li dû peyabûna Silêmanî ra, qawegerîn û berdestkan bi fermana Mîrî ra şîrînî û şerbet û mêwe û çerez li komelê belaw krin. [3632 cihani_bilican] Dîsan bû ringîna duhol û zurnayê. [3633 cihani_bilican] Vê carê begzadan li miqamê govendê dan. [3634 cihani_bilican] Werdek û Gulîzerê bi destên hev ra girtin û daketin gera dîlanê. [3635 cihani_bilican] Qîz û bûk û genc û lawan dîlan girtin. [3636 cihani_bilican] Govend giran bû. [3637 cihani_bilican] Werdekê serçopiya govendê ra girtibû. [3638 cihani_bilican] Xêliya xwe ya bûkiniyê kiribû destmala serçopiyê û bi hejandina xêliyê ra, xwe çep û rast dişkand. [3639 cihani_bilican] Qîz û bûkan li tilîliyan didan. [3640 cihani_bilican] Genc û lawan difîqandin govendê ta êvarê li meydana zoranê da geriya. [3641 cihani_bilican] Xebera guleşanêya Silêman û Werdekê, zemawenda wan, serekpehlewantiya Silêmanî bûn dengî û li dû hev ra belavî cîhanê bûn. [3642 cihani_bilican] Hindî ko Silêman û Werdek û Hesê Dûdûyi û her heft kurên wî yên pehlewan bûne yek, roj bi rojê ji hejmara neyarên Mîr Elî Siwarani kêm û li hejmara dost û hogirên wî zêde û zêdetir dibûn. [3643 cihani_bilican] Ew çend hozên gerok yên li başûra welati jî, ko pêşda car û baran bi reşedizî dadiketin kulîna Mîrî û ji xwe ra çend kût direvandin, ewan jî bi şandina pêşkêşiyan û dayîna bêşên salan e, dositaniya xwe bo Mîrî ragehandin û bi kiriyar jî ew dositanî didane diyar kirinê. [3644 cihani_bilican] Serokên çend hozên hevhêsî û hevkewşenê Mîr Elî Siwarani yên rojavayî jî di gel ridênsipiyên xwe hatibûn dîtina Mîrî û gift kiribûn, ko li hember hêrişên neyaran da, alîkariya kurdan bikin. [3645 cihani_bilican] Her wisan bêşên salane bidin Mîrî. [3646 cihani_bilican] Û li hember vê bêşê da jî Mîr debê, ko wana ji hêrişên diz û cerde û çeteyan biparêze. [3647 cihani_bilican] Li dû ra jî çend hozên Ereban ji beriyê hatibûn û gihîştibûn mala Mîrî û li nav êla Mîrî da diman. [3648 cihani_bilican] her li ber wê hindê bû, ko gelek caran ji Mîrî ra Mîrê ereban jî digotin. [3649 cihani_bilican] Mîr Elî Siwaran, herçend ko temenê wî li ser çil û pênc saliyê ra bû, lê hindî ko Werdek û Silêman zewicîne, roj bi rojê genc û genctir dibû. [3650 cihani_bilican] Hindî ko Silêman bûye serekpehlewan, roj bi rojê li karîn û şiyan û nav û bangê Mîrî zêde û zêdetir dibû. [3651 cihani_bilican] Lê berewajî wî, Ehmed Beg roj bi rojê pîrtir dihate xûyanê. [3652 cihani_bilican] Serçavên wî qerçimîbûn. [3653 cihani_bilican] Hind ponijîbû, ko girêyek hindî nîskeke nekelok li nîveka herdu birûyên wî da ji xwe ra cî vekiribû. [3654 cihani_bilican] Mîr gorekî kewneşopên kurdî pir zû zewicîbû, kurê wî yê mezin Ehmed Beg bîst û pênc salî bû. [3655 cihani_bilican] Lê yên nenas we dihizirîn ko ew birayê Mîrî ye. [3656 cihani_bilican] Ew Ehmed Begê ko mirovî sawa kulê jê dikir, tewiyabû. [3657 cihani_bilican] Ler û lawaz bibû. [3658 cihani_bilican] Daketibû. [3659 cihani_bilican] Tim posîde û bêmede bû. [3660 cihani_bilican] Kêm dihate dîwanxanê. [3661 cihani_bilican] Pir kêm li ber çavan diket. [3662 cihani_bilican] Zor caran xwe dida goşeyekê û pûşikek dida destê xwe û erd vedida. [3663 cihani_bilican] Tim û tim li hizrên kûr da bû. [3664 cihani_bilican] Rojekê dîsan Ehmed Beg weke caran li goşeyekê da dûr ji çavan tik û tenê rûniştibû û kûr diponijî, ko Remo pehlewan lê derket. [3665 cihani_bilican] Silav lê kir û gotê: [3666 cihani_bilican] »Ehmed Beg bibihorîne, ez pirsekê ji te bikim, tu dilê xwe nakî?« [3667 cihani_bilican] Na! [3668 cihani_bilican] Bêje ka tu yê çi bipirsî? [3669 cihani_bilican] Van rojana tu çima weha posîdeyî û tim li hizran da yî? [3670 cihani_bilican] Qet Remo tu nahêlî xelk ji xwe ra bihizire jî! [3671 cihani_bilican] Na ezbenî, wisan nîne. [3672 cihani_bilican] Lê hizirîn heye ta ko hizirîn. [3673 cihani_bilican] Yanê çi Remo? [directspeech cihani_bilican] Ezbenî çend rengên hizirînê hene. [3674 cihani_bilican] Ev hizirîna te rengê wê hindê dide, ko Yezdan nekirî, gîrodariyek ji bo te hatibe pêş. [3675 cihani_bilican] Bi serê Mîrî eger gîrodariyeke te hebe, ez bi can û mal va li ber te rawesta me. [3676 cihani_bilican] Giyanekî min heye, ezê ewî jî li rêka te da bext bikim. [3677 cihani_bilican] Na, Remo, zor sipas! [3678 cihani_bilican] Min çi gîrodarî çine ye. [3679 cihani_bilican] Tu bi serê Mîrî, tu ji min veneşêre! [directspeech cihani_bilican] Kuro Remo gîrodariya çi! [3680 cihani_bilican] Mirov debê bîr û hizran bike. [3681 cihani_bilican] Biponije. [3682 cihani_bilican] Nexşan bikişîne. [3683 cihani_bilican] Li bara jiyana xwe û gel û welatê xwe da bihizire. [3684 cihani_bilican] A, ezbenî te baş got. [3685 cihani_bilican] Mirov debê nexşan bikişîne. [3686 cihani_bilican] Remo nexşa çi? [directspeech cihani_bilican] Ezbenî nexşa paşerojê, nexşa jînê, ya jinê. [3687 cihani_bilican] Gava ko Remo pehlewanî ev risteya got, çûr ma li nav çavên Ehmed Begî nihêrî. [3688 cihani_bilican] Ehmed Begî jî li wî mêze kir. [3689 cihani_bilican] Çavên wan kete nav hev. [3690 cihani_bilican] Ehmed Begî serê xwe hejand û xwe kenand û jê pirsî: [3691 cihani_bilican] Kuro Remo jina çi? [3692 cihani_bilican] Tu ko dizanî ez zewicîme. [3693 cihani_bilican] Erê ezbenî, ez dizanim tu zewiciyî. [3694 cihani_bilican] Lê ... [3695 cihani_bilican] Lê û çi? [3696 cihani_bilican] Ehmed Beg û Remo pehlewan li biçûktiyê da, bi hev ra bûn. [3697 cihani_bilican] Di gel hev mezin bibûn. [3698 cihani_bilican] Hevleyz û hevtemen bûn. [3699 cihani_bilican] Li ser xû û xide û reftar û akarên hevdu ketibûn. [3700 cihani_bilican] Ya dilên hevdu dizanîn. [3701 cihani_bilican] Nîveka wan pir xweş bû. [3702 cihani_bilican] Razên xwe yên sergirtî jî ji hev venedişartin. [3703 cihani_bilican] Her çi heba Ehmed Begî ji Remo ra digot. [3704 cihani_bilican] Lê vê carê ev raza xwe ji wî vedişart. [3705 cihani_bilican] Hindî Remo kunckolî dikir û ew hildikola, hind diçû Ehmed Beg rijdtir dibû. [3706 cihani_bilican] Lê Remoyi dest jê nekişand. [3707 cihani_bilican] Her bir û anî û qiseyek li vir û yek li wê dihanî, ta ko xeberan ji bin zimanê Ehmed Begî bikişîne. [3708 cihani_bilican] Lê Ehmed Begî jî dixwest ko Remo bixwe wê razê ser veke. [3709 cihani_bilican] Remoyi dîsan çavên xwe kutan nav çavên Ehmed Begî û gotê: »Ez nizanim tu çi ra ya rast nabêjî min?« Ehmed Begî diroda teqla dengê xwe guhest û kûşkê xwe tûre kir û got: »Ezê çi ji te veşêrim Remo!« [3710 cihani_bilican] Lê Remo pehlewan baş li ser xû û xideyên wî ketibû. [3711 cihani_bilican] Ewî dizanî, gava ko Ehmed Beg bixwaze raza dilê xwe eşkere bike, pêş da xwe hêrs dike û paşê bi yarî û laqirdiyekê nerm û êm dibe û bi êminatî derê sendoqa dilê xwe li ber mirovî vedike. [3712 cihani_bilican] Ev e bû, ko Remoyi êdî dest jê nekişand û gotê: [3713 cihani_bilican] »Ezbenî were ya dilê xwe ji min ra bêje! [3714 cihani_bilican] Were navê wê bêje min! [3715 cihani_bilican] Were ka kî li dilê te da ye. [3716 cihani_bilican] Were ji min ra bêje!« [directspeech cihani_bilican] Tu çi dibêjî Remo? [3717 cihani_bilican] Ez çi serederiyê ji gotinên te nakim. [3718 cihani_bilican] Tu baş serederiyê ji gotinên min dikî, lê tu xwe li ser va dibî. [3719 cihani_bilican] Ez ya çavhêşîn dibêjim. [3720 cihani_bilican] Ewa ko şev û roj dilê te li nav hev da digivêşe. [3721 cihani_bilican] Ewa ko te bi dil û can çav berdayê. [3722 cihani_bilican] Ez wê dibêjim. [3723 cihani_bilican] Hey lê mala te jî ava bûyî! [3724 cihani_bilican] Tu radizêy erdên kaş, dibînî xewnên şaş Ya çavhêşîn êdî jina mêrê xwe ye. [directspeech cihani_bilican] Ez jî dizanim êdî ew ya mêrê xwe ye, lê wekî... [3725 cihani_bilican] Lê xeber li dêvî da ma. [3726 cihani_bilican] Zimanê wî giran bû. [3727 cihani_bilican] Tûk li hewkê da zuha bû. [3728 cihani_bilican] Bi zorê karî tûka xwe qurtva bike. [3729 cihani_bilican] Lê wekî çi? [3730 cihani_bilican] Lê wekî nexşeyek hebe. [3731 cihani_bilican] Nexşeyek çawa? [3732 cihani_bilican] Ne te bixwe jî hema hêca basa nexşan dikir. [3733 cihani_bilican] Diqewime nexşa min tişteke dî be, tu nexşa xwe bêje! [3734 cihani_bilican] Remoyê pehlewan dengê xwe nizim kir û serê xwe kûşkê xwar kir û xwe ber bi Ehmed Begî kişand û gotê. [directspeech cihani_bilican] Were em jê ra telbendekê danin. [3735 cihani_bilican] Gîrekê jê ra venên û ewî li ser rêka xwe hilînin. [3736 cihani_bilican] Me ko ew li ser rêka xwe hilda, ya çavhêşîn ji te ra, û serekpehlewanî jî ji min ra. [3737 cihani_bilican] Gîreke çawa Remo? [3738 cihani_bilican] Divê em li ser bihizirin û jê ra gîreke baş venên. [directspeech cihani_bilican] Ewê ko ez dinasim, nakeve çi gîr û telbendan. [3739 cihani_bilican] her rastî jî mêrik mêrekî çeleng e. [directspeech cihani_bilican] Telbenda ko ez danim û gîra ko ez venêm, çi çeleng û çabûk nikarin jê bifilitin. [directspeech cihani_bilican] De bêje kanê tu yê gîreke çawa jê ra venî? [directspeech cihani_bilican] Tu bixwe ji min baştir dizanî. [3740 cihani_bilican] Rewşa jiyana sereşivanê mihiyan pir aloz e. [3741 cihani_bilican] Belengazî komek zarokên wî hene. [3742 cihani_bilican] Nikare baş xudan bike. [3743 cihani_bilican] Em gereke arîkariya wî bikin. [3744 cihani_bilican] Sereşivanê mihiyan?! [3745 cihani_bilican] Erê. [3746 cihani_bilican] Ew jî kerbên wî li Silo vedibin. [3747 cihani_bilican] Tu tenê ji min ra bêje kanê nîveka we çawa ye? [3748 cihani_bilican] Kuro tiştek nîne, çawa te hêca got, emê tişteke li devê wî xin, simbêlê wî çivir kin. [3749 cihani_bilican] Ew nikare li xeberdaniya min derkeve. [3750 cihani_bilican] Îca bêje kanê emê çawa li gel wî helêxin. [3751 cihani_bilican] Vira nabe Beg! [3752 cihani_bilican] Fermo em herin mala me û bi hûrgilî li ser vê dozê biaxivin. [3753 cihani_bilican] Herdu ji cî rabûn. [3754 cihani_bilican] Bi pêgermok li biniya malan ra ber bi mala Remoyi çûn. [3755 cihani_bilican] Daketin hundurê xîveta Remoyi. [3756 cihani_bilican] Jinka Remoyi ji wan ra qaweyek amade kir. [3757 cihani_bilican] Li dû qawê ra, Remoyi jinka xwe şande mendêya zozanî Ew û Ehmed Beg tenê li xîvetê da man. [3758 cihani_bilican] Ewan ta nêzîkiya rojava ro kirin û pîvan. [3759 cihani_bilican] Berî êvarê bû, ko Ehmed Beg ji mala Remoyi derket. [3760 cihani_bilican] Vê carê li fêza malan ra derbas bû û bi berhaneya serlêdana revoyê bi pêgermok ber bi pawana hespan û tewlgeha revoyê çû. [3761 cihani_bilican] Seretaya havînê bû. [3762 cihani_bilican] Malan li zozanan danîbûn. [3763 cihani_bilican] Pez derbasî mexelê aliyê nizarî bibû. [3764 cihani_bilican] Rêya mexelî li nîveka zangeke bilind ra, ko herdu aliyên wê weke kelayan li hindav da hilkişiyabûn, derbas dibû. [3765 cihani_bilican] Ava aşekî li nîveka wê zangê ra dikişiya. [3766 cihani_bilican] Avê li çiyayên aliyê mexel serekenî digirt û li berjêrên zozanê ra bitaw li nava kevir, kuçik û tatan ra derbas dibû, ta ko digihîşte serê zangê. [3767 cihani_bilican] Li gewiriya zangê ra li bilindayiyeke angorî heft heşt gezan ra jor da dadikete binê zangê û şurikeke ciwan saz dikir. [3768 cihani_bilican] Ava şurikê lûle digirt û weke sûleya aşekî bi guj dirijiya binê zangê. [3769 cihani_bilican] Îca li binê zangê da dirijiya ser tatekî pan û berîn û bi rijiyanê ra çendîn gezan dipeşîkiya axaran. [3770 cihani_bilican] Paşê li ser tati ra dikişiya û dadikete xwarê û li binê tati da lev digeriya û gerînekeke kûr çêdikir. [3771 cihani_bilican] Xuşîna ava şurikê dikete zangê û dengê wê deh beranber bilind û bilindtir dibû. [3772 cihani_bilican] Gava ko mirovî dikete hundurê zangê, te digot qay te pê daniye cîhaneke nû. [3773 cihani_bilican] Nişkêv da dibû xurîna avê. [3774 cihani_bilican] Deng dikete zangê. [3775 cihani_bilican] Ca gava ko mirovî nêzîkî bi şurikê dikir, deng hindî diçû guj û gujtir dibû. [3776 cihani_bilican] Tu ko digiheştî rex şurikê, te çi tişt ji bilî dengê şurêna avê nedibihîst. [3777 cihani_bilican] Eger li rex te sed top jî agir bikirana te dengê wan nedibihîst. [3778 cihani_bilican] Li seretaya buharê dema ko berfa zozanan diaviya, ev şurika lap dibû şurikeke bi hêz û taw. [3779 cihani_bilican] Ava wê bi guj li pêsîra zangê ra dirijiya binê wê û lev digeriya û kef li ser diket û bi hurmehurm û hurşehurş li binê zangê da berjêr dikişiya. [3780 cihani_bilican] Ev av ta duwemîn meha havînê jî her li ser wê hêz û guja xwe dima. [3781 cihani_bilican] Lê li danê payîzê da ava wê kêm û kêmtir dibû. [3782 cihani_bilican] Ew dengê ko guçkê felekê li ber kerr dibû, veditexirî. [3783 cihani_bilican] Aveke zirav hindî destekê jê dikişiya. [3784 cihani_bilican] Lê zivistanê dîmena vê şurikê dibû tiştekedî. [3785 cihani_bilican] Ew ava şurikê ko jorda dihat, hema wisan li pêsîra zangê va diqerisî. [3786 cihani_bilican] Îcar rojê destek qeşaya taze lê zêde dibû. [3787 cihani_bilican] Zemzelîlkên gircîgircî û badayî weke şurikan pêva darda dibûn. [3788 cihani_bilican] Ew gerîneka wê ya kûr dibû telteyek qeşaya şîn. [3789 cihani_bilican] Durust hînga bû, ko zaroyên gundên dewir û ber deste destedihatin, li ser wê qeşayê xişikanê dileystin. [3790 cihani_bilican] Her yekê ji wan kewneçarixek pê dikirin. [3791 cihani_bilican] Li serê gerînekê durust li binê şurikê ra li ser wê qeşaya teltegirtî ra ta binê zangê, ew cîhê ko ava şurikê tevî çemê mezin dibû, xwe dişimitandin. [3792 cihani_bilican] Dîsan yê biziviriyana û ser ji nû ji binê zangê ra ta lêvara çemî xwe bişimitandana. [3793 cihani_bilican] Gelek caran zaro wisan li binê wê zangê da berev [3794 cihani_bilican] dibûn, ko li ber zaroyan binê zangê weke mozelanekê lê dihat. [3795 cihani_bilican] Vêca gelek caran her li ser gereda xişikanê zaroyan li hev didan û golên xûnê li ber hevdu dimeyandin. [3796 cihani_bilican] Vêca li ser şerê zaroyan mezinan jî li hev didan. [3797 cihani_bilican] Gelek caran her li ser vê geredê du hozên giran li ber hev vedipelişîn û şerekî dujwar diqewimî. [3798 cihani_bilican] Her li ber vê hindê navê wê zangê kiribûn zanga xûnê. [3799 cihani_bilican] Lê ji çepa wê ra çepa bexlecî digotin. [3800 cihani_bilican] Rêya mexel li rex wê avê ra dest pê dibû û li gewiriya zangê ya aliyê nizarî ra ko serhevraz ketibû ber bi çiyan hildikişiya. [3801 cihani_bilican] Ew ciyê ko zangê dixwest kuta bibe, durust li serê hingivokê, rê wisan teng dibû ko siwarek tenê dikarî tê ra derbas biba. [3802 cihani_bilican] Ew dera wisan asê bû, ko eger du siwar li wê çepê da rastî hev bihatana, yek ji wan neçar dibû, peya ba, û rê ji yê dî ra vekira. [3803 cihani_bilican] Li ser vê rêvekirinê, ta roja îro çendik û çend kes hatine kuştinê. [3804 cihani_bilican] Çunkî dema ko du siwar li wê çepê da rastî hev dihatin, ewê li serfêzê digote yê li bintarê tu peya be, ezê derbas bibim. [3805 cihani_bilican] Yê li bintarê jî digotê na ezê çima peya bibim, lawo tu rast dibêjî, tu peya bibe! [3806 cihani_bilican] Eger tu mirovekî rastgo û rêzanî, tu çima peya nabî!? [3807 cihani_bilican] Ca yek ji vî û yek ji yê dî, qisên wan li hev xweş nidihatin û rikêfî ser hevdu dikirin. [3808 cihani_bilican] Eger nêze ba, eger şûr ba, eger xencer ba, dirêjî hevdu dikirin û yekê yê dî dikuşt û simbêlê xwe badida û li ser cendekê wî ra derbas dibû, û bi vî cureyî mêraniya xwe nîşanî komelê dida. [3809 cihani_bilican] Hindek caran jî her herduyan pêkve hêrişî ser hev dikirin û çeka herduyan jî digehîşte hev û herduyan hev dikuştin. [3810 cihani_bilican] Ca were ew hespên bêzar û ziman li wê çepê da bê xwedî û xudan diman. [3811 cihani_bilican] Herdu leş jî diketin serê rê. [3812 cihani_bilican] Ta ko xelk pê dihesiyan û dihatin bi wawîlok û stiranên mêraniyê ew herdu mêrxasên biwêr, ko yek amade nebibû ji yê dî ra serê xwe xwar bike, didane ser darbestan û dibirin disipartin axa sike sar û pişta xwe didanê û diçûne malên xwe. [3813 cihani_bilican] Li wê çepê da ta roja îro bi hezaran karwanî hatine şêlandinê. [3814 cihani_bilican] Li wê çepê da du kesan dikarîn karwanekî giran rût û ordiyekê jî bişêlînin. [3815 cihani_bilican] Her tenê pêdivî bû, ko paşî û pêşiyên çepê bigirtana. [3816 cihani_bilican] Êdî ne riya revê hebû, û ne jî dest radibû ko mirov li ber xwe bide. [3817 cihani_bilican] Ca gelek caran jî rêbir û çeteyan li şêweyek dî wec werdigirtin. [3818 cihani_bilican] Rêbiran li danê payîzê da ko xelkên zozanan diçûne karê zivistanê dikirin. [3819 cihani_bilican] Li çiyayê fêza wê çepê da şarge digirtin. [3820 cihani_bilican] Gava ko karwanî dihatin, diketin hundurê wê zangê, komek ji rêgiran xwe didane serfêzê û koma dî jî xwe didane bintarê û du desteyan jî li jor da vî alî, wî alî pangewêr li ser karwaniyan da girêl dikirin. [3821 cihani_bilican] Her pangewêrek hindî leşê beranekî li serê zangê ra girêl dibûn û li ser karwaniyan da dibarîn. [3822 cihani_bilican] Îca deng û heraya mirovan û şîhîna hespan û oreora gayên barbir, ko bi pangewêran birîndar dibûn, tevî xuşîna avê dibû. [3823 cihani_bilican] Karwaniyan yan li ber xwe didan û dihatin kuştinê, yan jî bi dayîna bêşa rê, di gel rêgiran pêk dihatin. [3824 cihani_bilican] Ehmed Begê Mîrî suwarê komeytê kapreş li binê wê zangê ra li rex wê avê ra bi taw derbas bû û xwe gîhande gewiriya çepa bexlecî. [3825 cihani_bilican] Hurmêna avê jî nedikarî serê wî li nav dêl û bijiyên hespê da derxista. [3826 cihani_bilican] Li wê demê da Ehmed Beg her tenê li bîra tişteke da bû. [3827 cihani_bilican] Tenê li ser tişteke zor giran û giring da dihizirî. [3828 cihani_bilican] Gava ko gihîşte serê çepê, dizgîna hespê xwe ragirt. [3829 cihani_bilican] Serê hespê xwe zivirand û li dû xwe ra li çepê nihêrî. [3830 cihani_bilican] Baş lê hûr bû. [3831 cihani_bilican] Paşê dehî komeytê kapreş kir û bi xaran ber bi mexel çû. [3832 cihani_bilican] Şivanan kerrî li serê girikekî bilind, ko digotinê girê mexelê başokan dabûne mexelê. [3833 cihani_bilican] Dajo li çengê pêz rûniştibû bilûra xwe dabû ser lêva xwe û nalîna bilûra wî bû. [3834 cihani_bilican] Sereşivan jî li ser tatikê şivanî li ber tavê li ser taqa piştê veleziyabû û hema wisan servekirî xew ra çûbû. [3835 cihani_bilican] Gava ko seyên şivanî dîtin suwarek waye bi xaran ber bi keriyî tê, bû rewterewta wan û hêriş birin ser Ehmed Begî. [3836 cihani_bilican] Dajo çawa ko dengê seqan bihîst, li cî hilpekiya û xwe bi Ehmed Begî ra gîhand û para berda seqan. [3837 cihani_bilican] Seqan rikêfî ser Ehmed Begî û hespê wî dikirin. [3838 cihani_bilican] Ehmed Begî navên seqan îna. [3839 cihani_bilican] Lê seqan vî alî, wî alî rikêfî ser wî dikirin. [3840 cihani_bilican] Bi dengê seqan û dajo ra sereşivan bi pelepel ji xew hilpekiya û ji cî rabû û berbirî Ehmed Begî çû. [3841 cihani_bilican] Ewî jî hay li seqan kir. [3842 cihani_bilican] Seqan dûlka xwe kirin nav lingên xwe û her yek li aliyekî da li talana xwe da ketin. [3843 cihani_bilican] Sereşivani bi serê hespê Ehmed Begî ra girt. [3844 cihani_bilican] Ehmed Begî gotê: [3845 cihani_bilican] »Bereket be Kakil!« [3846 cihani_bilican] Ay tu li ser çavên min ra hatî, beg! [3847 cihani_bilican] Tu raza bûy? [3848 cihani_bilican] Na razana çi! [3849 cihani_bilican] Min taze dixwest ez çavên xwe gerim bikim. [3850 cihani_bilican] Û bi vê gotinê ra bû kuxtekuxta wî. [3851 cihani_bilican] Bi kuxiyanê ra xizexiz ji sîngê wî di-hat. [3852 cihani_bilican] Destê xwe dabû ber devê xwe kuxikê nedihîşt ew xeber bide. [3853 cihani_bilican] Ehmed Begî bi laqirdî, lê bi dengekî ko setem jê dibarî, gotê: [3854 cihani_bilican] Tutûna te kamaşe Kakil? [3855 cihani_bilican] Serê te nizanim sirê li min daye, çawa? [3856 cihani_bilican] Îca bi vê gotinê ra bi zengiya Ehmed Begî ra girt û Ehmed Beg ji komeytê kapreş peya bû. [3857 cihani_bilican] Gava ko Ehmed Beg peya bû, Kakilî gema hespê wî ra girt û gote dajoyî: [3858 cihani_bilican] »Were hespê Begî bibe, a... li sirtê hanê ber bi ba tewil bide!« Lê Ehmed Begî gotê: [directspeech cihani_bilican] Na, na, hespê tewil nede. [3859 cihani_bilican] Hema li destê xwe da, a... li rex kaniya han biçêrîne! [3860 cihani_bilican] Dajo dizgîna hespê ji destê Kakilî vegirt û hesp ber bi kaniyê bir. [3861 cihani_bilican] Ehmed Beg û Kakil jî ber bi ciyê çarberiyê çûn. [3862 cihani_bilican] Kakilî got: Erê bi serê Mîrî, ez pîs dikuxum beg. [directspeech cihani_bilican] Na ,na Kakil şev sarin lewra. [3863 cihani_bilican] Te xwe daye sirê. [3864 cihani_bilican] Yekê jî Kakil êdî tu kal bûyî. [3865 cihani_bilican] Ma wisan nîne ? [3866 cihani_bilican] Îca bi gotina xwe ra keniya. [3867 cihani_bilican] Kena wî keneke çêkirok û qestîka bû. [3868 cihani_bilican] Îca bi vê kena xwe ra li nav çavên Kakilî nihêrî. [directspeech cihani_bilican] Erê Xwedê êdî kalbûnê li min kar kiriye. [3869 cihani_bilican] her rastî jî ka kiyê heval û hevtemenê min dibin şivan? [3870 cihani_bilican] Rûyê nedariyê reş bibe! [3871 cihani_bilican] Ez çi bikim. [3872 cihani_bilican] Koma kulfetan ustuyê min xwar kiriye. [directspeech cihani_bilican] Xudê tu rast dibêjî. [3873 cihani_bilican] Kesekî hevtemenê te nikare şivantiyê bike. [3874 cihani_bilican] Tu jî gereke xwe li sir û sermayê biparêzî. [3875 cihani_bilican] Êdî dema wê hindêye ko tu li mal da bimînî û Kinê ji te ra xizmetê bike. [3876 cihani_bilican] Êdî gereke tu şeveder nemînî. [3877 cihani_bilican] Ev cara yekê bû, ko Ehmed Begî weha li dema Kakilî dipirsî û weha bi xomalî bi wî ra xeber dida û laqirdî dikir. [3878 cihani_bilican] Kakil li vê rewşa Ehmed Begî û axiftinên wî yên dilovanane ra kete gumanan û di dilê xwe da got: Gurgên kîjan çiyayî mirine ko dilê Ehmed Begî bi min dişewite? [3879 cihani_bilican] Li nav hizran da çû û got: [directspeech cihani_bilican] Erê Xwedê Ehmed Beg, dema min û vehisiyanê ye. [3880 cihani_bilican] Lê ez çi bikim nedarî ye. [3881 cihani_bilican] Tu jî ko yarmetiya me nakî! [directspeech cihani_bilican] Çima, çima ewê jî bibe. [3882 cihani_bilican] Kakilî nizanî ka yê çawa bibe. [3883 cihani_bilican] Çi serederî ji wê rewşa Ehmed Begî nekir. [3884 cihani_bilican] Patika xwe xurand û tatikê şivantiyê ko li ser da razabû, ji erdê hilanî û dakuta û ser ji nû tatik raxist û gote Ehmed Begî: [3885 cihani_bilican] »Fermo Beg!« Beg çarmêrkî li ser tatikê şivanî rûnişt û got: »Ê... Kakil te got ko em arîkariya te nakin!« [directspeech cihani_bilican] Na, na ezbenî min yarî kir. [3886 cihani_bilican] Me çi hebe jî, ji dewlet serê te û Mîriye. [3887 cihani_bilican] Xudê bila me ji te û Mîrî ra gorî bike! [3888 cihani_bilican] Herê Kakil ev dajoyê te çawa ye? [3889 cihani_bilican] Kurekî aram û li bera xwe da ye. [3890 cihani_bilican] Ew jî naxwaze bibe serekpehlewan?! [3891 cihani_bilican] Îca bi vê pirsa xwe ra bi tirane keniya. [directspeech cihani_bilican] Ew jî li siya serê te û Mîrî da ye, ko şivanên we jî dibin mêrxas û pehlewan. [directspeech cihani_bilican] Herê rastî nîveka te û Silo çawa bû? [3892 cihani_bilican] Vêca gava ko navê Siloyî anî, didanên xwe lê çîrikand. [3893 cihani_bilican] Kakilî zanî ko tiştek heye û li derfendê wec vergirt û got: [directspeech cihani_bilican] Silo? [3894 cihani_bilican] Ew êdî nabêje ez Silo me. [3895 cihani_bilican] Ew êdî serekpehlewan û zavayê serekpehlewan û mêrê pehlewanê ye. [3896 cihani_bilican] Ew jî weke Ehmed Begî li navê Siloyi keniya. [3897 cihani_bilican] Li vê demê da Ehmed Begî kûşkê xwe xûz kir û dengê xwe nizimand û [3898 cihani_bilican] gote Kakilî: [directspeech cihani_bilican] Erê Kakil, karekî min ketiye aliyê te. [3899 cihani_bilican] Kakil bi zendeman lê nihêrî û got: »Ezbenî, ez li xizmeta te dame. [3900 cihani_bilican] Tu bêje ez zaroyên xwe li ber lingê te û [3901 cihani_bilican] Mîrî da ser jê bikim.« Kakil bi van teklîfên xwe ra guhên xwe mûç û çavên xwe zil kirin û li nav çavên Begî nihêrî. [3902 cihani_bilican] Ehmed Begî tûka xwe daqurtand û got: [3903 cihani_bilican] Lê divê ko çi kes pê nizanibe ha! [3904 cihani_bilican] Kakilî bi saw û sosret pirsî: . [3905 cihani_bilican] Çiye ezbenî? [3906 cihani_bilican] Siloyi... [3907 cihani_bilican] Lê nikarî gotina xwe bidomanda. [3908 cihani_bilican] Di gel anîna navê Siloyi dest avîte berîka xwe û kîsikek zêr deranî û danî ber Kakilî û gotê: [directspeech cihani_bilican] Hanê hilde û saleke dî êdî nebe şivan! [3909 cihani_bilican] Kakilî kîskê zêran hilanî û li destê xwe da hilteqiland û bi wateyek pir [3910 cihani_bilican] siyarane li nav çavên Begî nihêrî. [3911 cihani_bilican] Beg gotê: [3912 cihani_bilican] Serê Siloyî giraniyê li leşê wî dike. [3913 cihani_bilican] Kakilî kîsik li jêr qerpalên xwe da veşart û pirsî: [3914 cihani_bilican] Ezbenî çi kar ji destên min tê? [3915 cihani_bilican] Gelek kar ji destên te tên, Kakil. [3916 cihani_bilican] Ehmed Begî kûşkê xwe li ser tatiki ber bi Kakilî şiqitand û herdu nêzîkî hev bûn û bi hûrgilî bi hev ra ketin gift û goyê. [3917 cihani_bilican] Dajo ji dûrva tenê hej û livên wan û destên wan didît. [3918 cihani_bilican] Êdî gift û goya wan kuta bibû. [3919 cihani_bilican] Ehmed Beg rabû şipê. [3920 cihani_bilican] Kakilî gazî dajoyî kir: [3921 cihani_bilican] Kuro hespê Begî bîne! [3922 cihani_bilican] Dajo hespê Begî anî. [3923 cihani_bilican] Kakilî li zengiya Begî ra girt û Beg li komeytê [3924 cihani_bilican] kapreş siwar bû û xatirê xwe ji wan xwest û dîsan ber bi çepa Bexlecî û Zanga Xûnê kudand. [3925 cihani_bilican] Baranên havînî yên ser û binê hîvê, li zozanan da baranên pir bi guj û pir buvedar û bi nav û deng in. [3926 cihani_bilican] Ev baranan gava ko dest pê dikin, rojekê û du rojan nadomînin, belkû heftiyekê û heylo du heftiyan jî dikişînin. [3927 cihani_bilican] Ca gava ko ev baranana dest pê dikin, tu dibêjî qay erd û esman pêkve li deriyayeke reşe bêbinî da cûm kirine. [3928 cihani_bilican] Baran hemû rojê li berbanga sibê ra dest pê dike û ta nîvê şevê didomîne. [3929 cihani_bilican] Li berbanga sibetirê ra dîsan ser ji nû dest pê dibe. [3930 cihani_bilican] Ca tu dibêjî qay nîveka esmanî kon bûye û av weke lûlikên lûlehengan jor da dirije. [3931 cihani_bilican] Vêca cîhana zozanan li tofana Nûhi da noqim dibe. [3932 cihani_bilican] Ca gelek caran eger hewa sar bibe, baran dibe teyrok û her libek teyrokê wekî hêkeke kotiran jor da tên. [3933 cihani_bilican] Li berojan lêvî û lêmişt ber bi geliyan dikişin. [3934 cihani_bilican] Avên çeman radibin. [3935 cihani_bilican] Eger ew barana ser û binê hîvê piştî pezbirê dest pê bike, rewşa terşdaran pir aloz dibe. [3936 cihani_bilican] Layekî gur û diz derdikevin û layê dî jî pez li ber serma û teyrok û şiliyê diqefilin. [3937 cihani_bilican] Li şevên weha da lot lota gurgan û kêf kêfa dizane. [3938 cihani_bilican] Pêşiyan gotine: Gurg dûmanê û reşediz jî şevereşan xweş divên. [3939 cihani_bilican] Êla Mîr Elî Siwarani li çendîn zomeyên biçûk û mezin da li zozanan da danîbûn. [3940 cihani_bilican] Her zomeyekê li panvkekê da, li rex kanî û cobarekê, li pêsîra girik û berpalekê, li pesêva topikekê da danîbûn. [3941 cihani_bilican] Zoma Mîr Elî Siwarani jî weke her sal li wargê gola hevirmûşi li textana bintara berezîvan li rex kaniya sarincê da danîbûn. [3942 cihani_bilican] Xîvet û konan li ber baranê lêvên xwe daxistibûn. [3943 cihani_bilican] Şevereşên ser û binê hîvê di gel barana havînê ya zozanan dest pê kiribû. [3944 cihani_bilican] Ew heftiyek bû, ko baran şev û roj li ser hev û bê nawe dibarî. [3945 cihani_bilican] Avên çeman rabibûn. [3946 cihani_bilican] Li ber ava baranê li her dol û newalekê çemek av dikişiya. [3947 cihani_bilican] Avên dol û newalan tevî hev bibûn û ber û best dabûne ber xwe û giştî rêk û şiverêkên ko weke şahdemaran gund û zome bi hev ve girêdidan li jêr avê û qurê da hêlabûn. [3948 cihani_bilican] Hat û çû ji vê zomê bo zomeya han, ji vî gundî bo gundê han, heylo ji vê malê bo mala han, bibû karekî pir dijwar. [3949 cihani_bilican] Binê çarixan li ser heriyê dişimitîn. [3950 cihani_bilican] Mirov nikarî baş bi rêve here. [3951 cihani_bilican] Li gelek ciyan da lingên mirovî ta gîzekan li qurê da çik dibû. [3952 cihani_bilican] Terşdar pir şepirze bibûn. [3953 cihani_bilican] Rewşa ajel û sexelan pir aloz bû. [3954 cihani_bilican] Şivanan rojê çend cendek û çend berate dihanîn. [3955 cihani_bilican] Yên ko li ber tîpiyê qefilîbûn, yên ko gurgan bilaw kiribûn. [3956 cihani_bilican] Baranê li sibêdê da dabûyê û ta serşîvan domandibû. [3957 cihani_bilican] Rast bû ko baranê taze vekiribû, lê hewa her wisan ewrayî û bi mij û moran bû. [3958 cihani_bilican] Şevereşa paşnixtê perda reşe tarî kişandibû ser çavên erdê. [3959 cihani_bilican] Şevereşeke wisan bû, ko te tiliya xwe li çavên hevalê xwe ra bikira, hevalê te tu nedidîtî. [3960 cihani_bilican] Birqetaveke wisan bû, ko mirovî li ber piyên xwe nedidît. [3961 cihani_bilican] Çavan çav nedidîtin. [3962 cihani_bilican] Te digot qay erd û esman bi tayên reş bi hev va hatine dirûnê. [3963 cihani_bilican] Cîhan bibû deriyayeke reşe tarî. [3964 cihani_bilican] Heyî û neyên li ser rûbarê vê cîhanê li reşatiya şeva bi ba û baran da noqim bibû. [3965 cihani_bilican] Şev wekî rûyê reşe reşkaran lê hatibû. [3966 cihani_bilican] Cîhan wisan reş û tarî bibû, te digot qay çerxa felekê bi gunehekî giran rûyê xwe reş kiriye. [3967 cihani_bilican] Erê pêşiyan gotine: Xudê şev da ji dilê dizî ra. [3968 cihani_bilican] Li şevên weha da cîran hay ji cîranan nabe. [3969 cihani_bilican] Ji şevên weha reş û tarî ra şûrê Xudê dibêin. [3970 cihani_bilican] Li şevên weha reş û tarî da kêm kes ji malên xwe derdikevin. [3971 cihani_bilican] Şevên weha ra şevên xûndaran dibêjin. [3972 cihani_bilican] Lê şevên weha ji bedkar û xûndaran ra bext û hate. [3973 cihani_bilican] Ji bo şeveke weha Xudê Xudê ya şevger û reşedizan e.Te digot qay giştî reşatiya cîhanê li vê şevê da berevî ser hev bibûn û hêrişî ser êla Mîr Elî Siwarani kiribûn. [3974 cihani_bilican] Şevê cîhan li xwe da wenda kiribû. [3975 cihani_bilican] Cîhan qîrbaran kiribû. [3976 cihani_bilican] Lê ew hemû reşatiya wa tund û bi hêz, ew hemû reşatiya çir nikarî ew ronahiyên zer, ko li ber şemalkên kon û xîvetan diçirûsîn, wenda bikira. [3977 cihani_bilican] Mom û şemalkên malan li tariya şevê da weke çavên gurgan diteyîsîn; keriyê Kakilê sereşivani li reşatiya şevê da cûm bibû. [3978 cihani_bilican] Demeke dûr û dirêj bû, ko Ehmed Beg û Remo pehlewan û Kakilê sereşivan şeveke weha çavra dikirin û li xazîka şeveke weha da rojhejmêrî dikirin. [3979 cihani_bilican] Kakilî bangî dajoyan dikir: [3980 cihani_bilican] »Lo lo! [3981 cihani_bilican] Li ser hemdê xwe bin ha! [3982 cihani_bilican] Îşev şeva reşedizan e. [3983 cihani_bilican] Li şevên weha da diz dikarin xwe li pişt mirovî da jî veşêrin. [3984 cihani_bilican] Dikarin xwe bidin bin çengê mirovî û bi navê hevalekî mirovi, bi mirovî ra bipeyvin. [3985 cihani_bilican] her pêdiviye, ko ew diza kûşkê kirarî be û bikare dengê xwe weke dangê hevalê mirovî derîne. [3986 cihani_bilican] Bînanî hevalê mirovî xeber bide. [3987 cihani_bilican] Êdî tu ko rengê wî nabînî. [3988 cihani_bilican] Tenê denge, ko li ber guçkên te dikeve û tu we dizanî, ko ew dizê kirarî hevalê te ye. [3989 cihani_bilican] Rojên bi dûman rojên gurgane û şevereşên bi ba û baran jî şevên reşedizan e. [3990 cihani_bilican] Li rojên bi dûman da gurg dikarin xwe li ber pesêva bişkulekê veşêrin. [3991 cihani_bilican] Li şevên weha reş da jî diz dikarin her di gel te, bi navê hevalekî te kerrî hevraz û berjêr bikin...« [3992 cihani_bilican] Kakil ev gotinane ji şivanan ra şirove dikir, ko seyekî şivanî her carekê tenê kire rewtîn. [3993 cihani_bilican] Kakil li vê derfendê wec vergirt û bangî dajoyan kir: [3994 cihani_bilican] »Kuro zû hawariyê bidin êlê cerdê kerrî bir.« [3995 cihani_bilican] Bi gotina Kakilî ra bû çirpîna dajoyekî û li nav keriyî derket û ber bi êlê helat. [3996 cihani_bilican] Çavên wî hîmî tarîtiyê bibûn. [3997 cihani_bilican] Wisan direvî, te digot qay bayê bezêye. [3998 cihani_bilican] Du, sê caran lingên wî li qolên gwîniyan û li koç û beran asê bû û li ser kele li erdê ket. [3999 cihani_bilican] Li erdê gulomilo bû, teqil veda û dîsan ji cî rabû. [4000 cihani_bilican] Li wê şevereşê û li wê dema hawariyê da kê agah ji êş û birînan dibe. [4001 cihani_bilican] Her cara ko diket, bi lez ji cî radibû û dîsan dibezî. [4002 cihani_bilican] Piştî du, sê hels û kewtan bi helkehelk xwe bi serê girê fêza Zanga Xûnê ra gîhand û gazî kir: [4003 cihani_bilican] »Hay... dizan pez bir ha... dizan ... dizan, dizan ... pez bir h....a......y... cerdê avêtiye ser keriyî h....a.....y...« [4004 cihani_bilican] Zomeyên êla Mîr Elî Siwarani, her yek bînanî esmanekî pir stêr li dûr va dihatin xûyanê. [4005 cihani_bilican] Bi dengê hawariyê ra zûrîn bi seyên zoma Mîr ket. [4006 cihani_bilican] Mêrên zomê ji konan derketin û gazî kirin û pirsîn : [4007 cihani_bilican] Hero ew çawa denge!? [4008 cihani_bilican] Kuro ew çawa sedaye? [4009 cihani_bilican] Hero ca nehêle se bizûrin, kanê ew çawa seda ye? [4010 cihani_bilican] Ca paydosî wan segane bikin! [4011 cihani_bilican] Kute kute! [4012 cihani_bilican] Kire! [4013 cihani_bilican] Kire! [4014 cihani_bilican] Talano ca bêdeng be! [4015 cihani_bilican] Kuro ca wan segane bêdeng bikin lo! [4016 cihani_bilican] Li demekê da seqan xwe kir kirin. [4017 cihani_bilican] Deng vê carê lap bi sanahî û bi zip û zelalî dihate bihîstinê: [directspeech cihani_bilican] H...a...y... dizan pez bir ... hay cerdê avêtiye ser keriyî hay... hay zû [4018 cihani_bilican] bikin h...a...y... Pirtêpirtê kete nav êlê û bû hawarî: [4019 cihani_bilican] Dibêjin cerdê avîtiye ser keriyî.. [4020 cihani_bilican] Kuro zû bikin hespan zîn bikin! [4021 cihani_bilican] Xwe tev girêdin! [4022 cihani_bilican] Ha zû bikin, ha! [4023 cihani_bilican] Mîr bixwe derkete ber devê xîvetê û gazî kir: »Kuro bêjin pehlewanan bila xwe tev girêdin. [4024 cihani_bilican] Zû bikin xwe bi wan reşedizana ra bigehînin! [4025 cihani_bilican] Ez ji we divêm, ko hûn wan ji mi ra dîl bigirin û bînin. [4026 cihani_bilican] Em debê bizanin kanê ev reşedizana kî ne? [4027 cihani_bilican] Bi fermana kê hatine, dixwazin lekeyan li me bidin?« [4028 cihani_bilican] Gotegot û gazegazê êl dabû ber xwe. [4029 cihani_bilican] Kesî dengê kesî nedibihîst. [4030 cihani_bilican] Komel ser hev û ber hev ra dihatin û dihelatin. [4031 cihani_bilican] Yên ko hespên xwe zîn dikirin. [4032 cihani_bilican] Yên ko çekên xwe girêdidan. [4033 cihani_bilican] He taze hawarî daketibû, ko bû çirpeçirpa siwar û peyayan û ji nav êlê derketin û li reşatiya şevê da gum bûn. [4034 cihani_bilican] Norenora hespan û fîrefîra kihêlan û gazî û qûtîna mêran bû. [4035 cihani_bilican] Repetepa lingên peyayan û girmegirma lingên mehnegiyan tevî hev bûn. [4036 cihani_bilican] Her kes li hindavî xwe da, yên siwarî, yên peyatî ji zomê derdiketin û diçûne hawariyê. [4037 cihani_bilican] Bi yekimîn gaziya hawariyê ra Silêman bêy pelepel û li ser hemdê xwe rabû. [4038 cihani_bilican] Cil û bergên xwe yên pehlewantiyê bo cara yekê piştî helbijartina serekpehlewantiyê li xwe kir. [4039 cihani_bilican] Zirêxê xwe avête ber pêsîra xwe. [4040 cihani_bilican] Werdek jî hate bal û alî wî çarbaskên zirêxi li pişt wî da li hev ra derbas kir. [4041 cihani_bilican] Silêmanî kulavqotê xwe da serê xwe. [4042 cihani_bilican] Şûrê xwe li kembera xwe va girêda. [4043 cihani_bilican] Xencera xwe li ber pişta xwe ra kir. [4044 cihani_bilican] Nêza xwe ya çargezî rakir. [4045 cihani_bilican] Serê nêzê çar tilîkan li jahrê ra kir. [4046 cihani_bilican] Ta Silêmanî çekên xwe girêda, Werdekê mahîna wî ya seglavî ko Hesê pêşkêşî zavayê xwe kiribû, bi zîn û pûsadan va li ber derê xîvetê amade kir. [4047 cihani_bilican] Silêman çû alî û pêkve bergustuwan avîtin pêsîra seglaviyê. [4048 cihani_bilican] Werdekê zengiya Silêmanî dagirt û Silêman lingê xwe kire zengiyê û li ser pişta seglaviyê ket û xatirê xwe ji Werdekê xwest û tajank li ser seglaviyê da hejand û ber bi hawariyê rê ket. [4049 cihani_bilican] Hesê Dûdêyî li dû Silêmanî ra gazî kir: [4050 cihani_bilican] »Silêman hêdî bajo, ta ko zaro jî bi te ra giheştin.« [4051 cihani_bilican] Lê taze seglavî li rê ketibû û her di gavê da li reşatiya şevê da li ber çavan wenda bû. [4052 cihani_bilican] Her şeş kurên Hesê Dûdêyî jî dane dû Silêmanî. [4053 cihani_bilican] Lê seglaviyê mêjve bû, ko siwarê xwe li reşatiya şevê da li ber çavên zarên Hesê Dûdêyî wenda kiribû. [4054 cihani_bilican] Hesê destê kurê xwe yê biçûk ra girt û ber bi mala mîrî çû. [4055 cihani_bilican] Ew û Mîr û Mela Ehmed û çend ridênsipî û kalemêr li xîveta Mîrî da rûniştin û çavnihêrî akama hawariyê bûn. [4056 cihani_bilican] Jin û zaro hemû li ber derê xîvetan komkomî bibûn û ser û guhên wan li ser hawariyê bû. [4057 cihani_bilican] Li her alî li ber derê konan agir hate hilkirinê. [4058 cihani_bilican] Nava zomê li ber guriyên agiri weke rojê ronahî bibû. [4059 cihani_bilican] Jinan li dora agiri helboqe girtibûn. [4060 cihani_bilican] Zarû jî destedesteyî bibûn û li ber ronahiya agiri leyza pezkoguro û cerdanê dileystin. [4061 cihani_bilican] Ehmed Beg her tim li şevên hawarî û gaziyan da li Şepala şînboz siwar dibû. [4062 cihani_bilican] Şepal mahîneke şînboze erebî bû. [4063 cihani_bilican] Rengê kirasê wê te digot pîroze ye. [4064 cihani_bilican] Şînekî vekirî û birqonekî, gava ko meyteran ew tûmar dikirin, kirasê wê rewneq diketê. [4065 cihani_bilican] Ehmed Begî li nav giştî hesp û kehlanan da keyf bi wê mehnegê dihat. [4066 cihani_bilican] Heftiyê carekê bixwe li ser meyteran ra radiwesta, û Şepala şînboz dida şal kirinê. [4067 cihani_bilican] Meyteran wisan ew baş û xawên xudan dikirin, te digot bûkeke xemilandî ye. [4068 cihani_bilican] Gava ko meyteran ew ji Ehmed Begî ra zîn û pûsad dikirin, û berî wê hindê ko Ehmed beg lê siwar bibe, Ehmed Begî destmala xwe ya çiftexas ji berîka xwe derdixist û destmal li pişta guçkên wê disût, eger kûşkê rengê destmalê bihata guhorînê, yan lekeyekê bi destmalê va bigirta, taze ew meytera ji hemû mafên meytertiyê bê pişik dibû qet, lê gelek caran jî eger Mîr li mal neba, hutikeke bi don jî ji destên Ehmed Begî noşî giyan dikir. [4069 cihani_bilican] Ehmed Begî digot li şevên gazî û hawariyan da hespên nêr bi bêhna mahînan ra dişîhin û diz û cerde û dijmin hem zû mirovî nas dikin. [4070 cihani_bilican] Hem jî zû dizanin ka mirov li kî aliye û dixwaze li kî alî da here. [4071 cihani_bilican] Lewra ew tim li hawarî û gaziyan da li Şepala Şînboz siwar dibû. [4072 cihani_bilican] Bi dengê hawariyê ra sê siwaran berî hemûyan xwe gîhandibûne çepa Bexlecî. [4073 cihani_bilican] Fîrefîra difinên mehnegiyên wan bû. [4074 cihani_bilican] Li zangê ra li rex şurikê ra derbas bûn û xwe gîhandin Kevirê Hirçê, Çepa Bexlecî. [4075 cihani_bilican] Ehmed Beg li binê zangê da şarge girt û Remo pehlewan û Mihoyê berdestik jî xwe dane devê neqeba çepê û li ber pesêva hingivoka li pişt Kevirê Hirçê da kemîn girtin. [4076 cihani_bilican] Ewan taze şarge digirtin, ko siwarekî tenê berî hemû Siwaran dakete nîveka zangê. [4077 cihani_bilican] Dengê şingeşinga zirêxê wî tevî dengê şurikê bû. [4078 cihani_bilican] Kemîndaran hejiyare dane hevdu, ko nêçîr hat. [4079 cihani_bilican] Durust gava ko ew siwarê tenê kete zanboqê û dixwest li ser hingivoka çepa Bexlecî bikeve, para û pêra kete ber hêrişan. [4080 cihani_bilican] Ewanê pêşiyê xirên bi zirêxê wî xistin. [4081 cihani_bilican] Derbên wan li zirêxî asê dibû û li ser wan da dizivirî. [4082 cihani_bilican] Lê ewê para pîs fesal ji zirêxdarî standibû. [4083 cihani_bilican] Her li dû hev ra derb li ser derbê li navmila zirêxdarî dihejmart. [4084 cihani_bilican] Zirêxdarî nêza çargezî carê dirêjî sîngê yekê dikir. [4085 cihani_bilican] Şîhîna hespan û hîrîna mehnegiyan tevî nalenala mêran û hurşehurşa şurikê bibûn. [4086 cihani_bilican] Du siwarên pêşiyê li ser pişta hespan ketin erdê. [4087 cihani_bilican] Zirêxdarî û ewê ko pişt li wî standibû, serê sernêzan li hev asê kirin, piştî demeke kin ew herdûk jî her pêkve li ser xanê zînan jor da hatin. [4088 cihani_bilican] Mahîna seglavî û sê hesp û kehlanên dî, bêy siwar li ser zomê da zivirîn. [4089 cihani_bilican] Hawarî ber bi guhera pezî diçû, ko li zanboqa Kevirê Hirçê da rastî sosreteke giran hatin. [4090 cihani_bilican] Çend term ketibûn serê rê. [4091 cihani_bilican] Bi qûtîna Elo Xerdele ra, hawarî li ser terman berev bû. [4092 cihani_bilican] Li tariyê da term nedinasîn. [4093 cihani_bilican] Du term li binê Kevirê Hirçê û du termên dî jî li pişt Kevirê Hirçê da, li ser hevdu da ketibûn. [4094 cihani_bilican] Siwar û peya li ser terman berev bûn. [4095 cihani_bilican] Kevirheste û pîşo li berîkên xwe deranîn û li ber ronahiya agirê pîşoyan li terman nihêrîn. [4096 cihani_bilican] Berî hemûyê termên Silêmanî û Ehmed Begî ko li rex hev ketibûn serê rê, nasîn. [4097 cihani_bilican] Li dû ra termên Remo pehlewan û Mihoyê berdestik jî nas kirin. [4098 cihani_bilican] Bû wêlewêla siwar û peyayan. [4099 cihani_bilican] Desteyek ber bi keriyî çûn û desta dinê jî bo her termî çend nêze bi hev ve girêdan û darbest çêkirin û term danîne ser darbestan û bi wawîlok û şîn û girîn li ser zomê da zivirîn. [4100 cihani_bilican] Werdek li nava koma jin û qîzan da, nehecimtî vî alî, wî alî pêgermok digerand. [4101 cihani_bilican] Guçkên wê li ser akama hawariyê bû, ko şîhîna seglaviya Silêmanî ew veciniqand. [4102 cihani_bilican] Seglaviya Silêmanî bêy siwar li ser êlê da zivirîbû. [4103 cihani_bilican] Gava ko seglaviyê Werdek dît, careke dî şîhiya. [4104 cihani_bilican] Werdekê dizgîna wê ra girt û ew ber bi devê xîvetê anî û vî alî, wî alî li zîn û pûsadê wê nihêrî. [4105 cihani_bilican] Bi şîhîna seglaviyê ra zaroyan dest ji leyza xwe kişandin û ber bi wê hatin. [4106 cihani_bilican] Jin û zar hemû li dora seglaviyê berev bûn. [4107 cihani_bilican] Werdekê destên xwe li bijiyên wê gerand. [4108 cihani_bilican] Destên wê ter bûn. [4109 cihani_bilican] Bi dengekî ko rehên tirsê jê diyar bû, bangî dayîka xwe kir: [4110 cihani_bilican] »Dadê dêranê! [4111 cihani_bilican] seglaviya Silêmanî bêy siwar ziviriye... Ca were kanê! [4112 cihani_bilican] Dadê !..« [4113 cihani_bilican] Bi dengê Werdekê ra zarên mala Mîr û Hesê Dûdêyî Kewê, Gulav Xatûn, Gulîzer bi koma kalemêr û ridênsipiyan va li hawariya Werdekê da hatin. [4114 cihani_bilican] Hesê bixwe mom li desti da berî hemûyan xwe bi Werdekê ra gîhand: [4115 cihani_bilican] »Çî ye Werdek? [4116 cihani_bilican] Çi bûye?« [4117 cihani_bilican] Bavo seglaviya Silêmanî bêy siwar ziviriye. [4118 cihani_bilican] Seglaviya Silêmanî!? [4119 cihani_bilican] Way la çavên dayîka te rijiyayê! [4120 cihani_bilican] Eva dengê dayîka Werdekê bû. [4121 cihani_bilican] Mom anîn û li ber momê li seglaviya Silêmanî nihêrîn. [4122 cihani_bilican] Bijiyên seglaviyê, qaş û terkiya zînê wê li xûnê da mabû. [4123 cihani_bilican] Gava ko Werdekê ew xûna dît, bi lez pê xwe kire zengiyê û li seglaviya Silêmanî siwar bû û berê xwe da hawariyê. [4124 cihani_bilican] Hesê Dûdêyî li dû ra gazî kirê: [4125 cihani_bilican] »Kiça min hêdî bajo ta ko ez jî bi te ra giheştim.« [4126 cihani_bilican] Hê qisa Hesêyi li devi da bû, ko Werdek li tariya şevê da gum bû. [4127 cihani_bilican] Li dû Werdekê ra Hesê Dûdê û çend siwarên dî jî ber bi hawariyê çûn. [4128 cihani_bilican] Deng û gaziya nava zomê û hawarî û şîn û girîna siwarên ko termên kuştiyan dihanîn tevî hev bûn. [4129 cihani_bilican] Werdek li nîviya rê da rastî siwarên hawariyê hat. [4130 cihani_bilican] Siwar hemû peya bibûn û çar term danîbûne ser darbestan, digotin û dilorandin û kor û poşman ber bi zomê dizivirîn. [4131 cihani_bilican] Gava ko Werdekê ew dîmena dît. [4132 cihani_bilican] Bêy şîn û girîn zengî li seglaviya Silêmanî da û xwest ber bi hawariyê here. [4133 cihani_bilican] Lê mêrên hawariyê xwe avîtin pêşiya Werdekê û gotin: [directspeech cihani_bilican] Kes nemaye. [4134 cihani_bilican] Hemû revîne, çûne. [4135 cihani_bilican] her hatibûn van xweşmêrên me bikojin û herin. [4136 cihani_bilican] Her ji van xweşmêrane ra tele danîbûn. [4137 cihani_bilican] Hatin ya xwe bi me kirin û çûn. [4138 cihani_bilican] Lê qet kesek ji dijmini nehatiye kuştinê?! [4139 cihani_bilican] Eger hatiban kuştinê, me yê termên wan bidîtana. [4140 cihani_bilican] Li wê şevereşê da term li kû dihatin dîtinê. [4141 cihani_bilican] Bêguman niha hatine kuştinê. [4142 cihani_bilican] Eger hatibin kuştinê jî termên xwe revandine. [4143 cihani_bilican] Silêman bêy tole namire. [4144 cihani_bilican] Bêy gotin niha Silêmanî tola xwe bi destên xwe vekiriye. [4145 cihani_bilican] Na, Xudê bi me va reş e. [4146 cihani_bilican] Xudê kem her çar pehlewanên me jî bêy tole çûn. [4147 cihani_bilican] Komelê her yekê xeberek digot. [4148 cihani_bilican] Bi şîn û gazî û wawîlok her çar term anîn û li ber derê mala Mîrî li rex hev rêz danîn. [4149 cihani_bilican] Hewa jî berebere gewir dibû. [4150 cihani_bilican] Mîrî destmal dabû ber çavên xwe û digiriya. [4151 cihani_bilican] Mela Ehmed jî li dora Mîrî ra dihat û diçû, hindek tişt bi erebî li ber lêva xwe da dixwend. [4152 cihani_bilican] Şînek giran li ser êlê da hatibû. [4153 cihani_bilican] Êla Mîr Elî Siwarani çar mêrxas, çar pehlewan û serekpehlewan ji dest dabûn. [4154 cihani_bilican] Hê hewa baş ronahî nebibû, ko gultegulte siwar û peya ji zomeyên dî li hawariya Mîrî da hatin. [4155 cihani_bilican] Lê taze çi tişt li kari nedihat. [4156 cihani_bilican] Ne kesî bikujên van çar pehlewanana nas dikirin û ne jî kesî dizanî ka ev cerda cerda kêye, ko weha necamêrane li wê şevereşê da ev sosreta giran anîbûne serê wan, ta ko biçûyana û tola çar pehlewanan ji wan vekirana. [4157 cihani_bilican] Hemû kor û poşman wekî pezên gêj li dor hevdu digeriyan. [4158 cihani_bilican] Gava ko hewa lap baş ronahî bû, Mela Ehmedî ferman da mirîşoyan, ko kuştiyan rût bikin û bişon. [4159 cihani_bilican] Mirîşoyan pêş da bi çend sel û hindek gul û giyayan çar teneşo rêz li kêleka hevdu da çêkirin û her çar term rêz danîne ser teneşoyan û paşê çeperek li dora teneşoyan vegirtin. [4160 cihani_bilican] Berî hemûyê Mîr û Hesê û Mela Ehmedi û li dû wan ra jî komelê dîna xwe dane birînên kuştiyan. [4161 cihani_bilican] Birînên Ehmed Beg û Remo û Mihoyî li pêş va li ser sîng û zikên wan bûn. [4162 cihani_bilican] Lê birînên Silêmanî hem li ser sîngê wî bûn û hem jî li navmilê bûn. [4163 cihani_bilican] Birînên ser sîngê wî her bizorê diyar dikirin. [4164 cihani_bilican] Lê birînên li navmilê devên xwe jev vekiribûn. [4165 cihani_bilican] Ev birînana bi zimanê bêzimanan bi mirovî ra xeber didan. [4166 cihani_bilican] Birîna Silêmanî dûr va gazî dikir, ko li pişt va, bi dexesî û nemêranî lêdane. [4167 cihani_bilican] Pirtêpirtê kete nava komelê: [4168 cihani_bilican] Birîna wî para va ye. [4169 cihani_bilican] Pêş va pê nikarîne. [4170 cihani_bilican] Bi xinizî û dexesî lêdane. [4171 cihani_bilican] Birîn li piştêye. [4172 cihani_bilican] Li navmilêye. [directspeech cihani_bilican] Zirêxi nehêlaye, ko pêş va derbên neyaran li sîngê Silêmanî kar bikin. [directspeech cihani_bilican] Dizî va li para va lêdane. [4173 cihani_bilican] Her yekê tiştek digot. [4174 cihani_bilican] Jinên êlê li dora Gulavtûn û Gulîzer û Kewê û Werdekê berev bibûn, [4175 cihani_bilican] digotin û digiriyan. [4176 cihani_bilican] Li nav koma jinikan da dengê vê wawîlokê li ser [4177 cihani_bilican] hemû dengan diket: [4178 cihani_bilican] Şeva dinê şevereşa şev nemayî, [4179 cihani_bilican] Hawarîkê hatibû ne bi xoşî, ne bi şayî , [4180 cihani_bilican] De digotin cerdê avît ser qiranê pezê zomê bi tevayî, [4181 cihani_bilican] Silêmanê Silîv, zavangê taze ji mal derket, şûr û xencer girêdayî, [4182 cihani_bilican] Dêranê wezê, porkurê wezê, seglaviya Silêmanê min î mêrxas, zivirî na-va malan li xûna sor da wê verdayî, [4183 cihani_bilican] Poşmanê wezê hawarî anîn digotin termê Silêmanê Silîv, zavangê taze, maye li serê rê û dirban bêxudan û de bêxwedî, [4184 cihani_bilican] De digotin wan necamêran derbekê bi dexesî li navmila Silêmanê min vedayî, [4185 cihani_bilican] Gulîbirê Werdek, Silêmanê te yê çawa sala îsal bi mirazê xwe şa nebû bi gulşayî, [4186 cihani_bilican] De dêranê Werdê, bûka taze li xîveta bûkiniyê da tenê mayî, [4187 cihani_bilican] Îca bi wê wawîlokê ra jinikan porên xwe dirûçikandin û xwelî li serê xwe dikirin û digiriyan. [4188 cihani_bilican] Li dû wê wawîlokê ra Gulendama qîza Mîrî dest pê kir: [4189 cihani_bilican] Gulîbirê Gulîzer, dêranê Werdê îşev êvar da li êla mala bavê min porkurê kirin şevîxûne, [4190 cihani_bilican] De wan necamêran derbên dexesiyê li berî bedena çar mêrxasan dane, li ser pişta mehnegiyan da kirin sernixûne, [4191 cihani_bilican] Na Xudê li Zanga Xûnê li mala bavê mi porkurê dikirin qetl û xûn e [4192 cihani_bilican] De dema ko li van çar mêran dibû dexesî, bila lê derketa Hesê Dûdê bi [4193 cihani_bilican] koma kuran va wekî gurgên dev bi xûn e, De heyfa minê nayê li tu heyfan, heyfa minê têye li wê heyfê, îro bikojê van çar mêran bêser û şûn e, Dengê şîn û girîna jinikan li ser hemû dengan diket. [4194 cihani_bilican] Ne ji gav da pîrejineke porsipî, ko porên wê yê kever ji bin çarika gewir da derketibû derva, li koma şîngêran derket. [4195 cihani_bilican] Pîrê porên xwe dirûçikand û ser û çavên xwe dida ber pencerûskan. [4196 cihani_bilican] Ser û çavên pîrê li xûna sore gevez da mabû. [4197 cihani_bilican] Pîrê ber bi mirîşoyan çû û bû lawo lawo ya wê. [4198 cihani_bilican] Çend mêran bi destên wê ra girtin û nehêlan ew li xwe bide. [4199 cihani_bilican] Pîrê li ber wan geriya û got: [4200 cihani_bilican] Hûn û Yezdan ca bihêlin hema ez birîna Mihoyê xwe bibînim paşê. [4201 cihani_bilican] Her wisan ko mêran bi destê wê ra girtibûn, ewê serê xwe li ser çepera mirîşoyan ra bilind kir û li cenazê kurê xwe nihêrî û bû lawo lawoya wê. [4202 cihani_bilican] Dengê wê wisan pir şewat bû, ko dilê keviran diavand: [4203 cihani_bilican] Bêmirazo Miho! [4204 cihani_bilican] Bêkeso Miho! [4205 cihani_bilican] Te çawa ez tenê hêlam!Te çawa porê min kur kir. [4206 cihani_bilican] Li dû wîlewîla pîrê ra, dengekî şewat ev wawîloka lorand: [4207 cihani_bilican] Weylo lo weylo, weylo lo weylo, weylo lo weylo... [4208 cihani_bilican] Gulavtûn qirkê Gulîzer dêran, dibêjin cerd derketî, cerda şevê, şev bi xûn in. [4209 cihani_bilican] Serekpehlewan û mêrxasên mala bavê mi dêranê li dû cerdê dikevin, şopa wan digerînin. [4210 cihani_bilican] Şevereş e şev tarî ye, ew mêrxasan tiştekê li ber çavên xwe nabînin. [4211 cihani_bilican] De porkurê dibêjin cerdê xwe daye Zanga Xûnê, Kevirê Hirçê, li Çepa Bexleciyê berê şîn in. [4212 cihani_bilican] Necamêran destên xwe li tetika şûr û sûngiyan dilepînin. [4213 cihani_bilican] Na Xudê bi dexesî devê şûr û nêzan li ser sîngê wan mêrxasan digerînin. [4214 cihani_bilican] Çar mêrxasan bi hev ra li ser pişta mehnegiyan da verdigerînin. [4215 cihani_bilican] Mehnegiyan bê xwedî û xudan li ser êlê da ew dişînin. [4216 cihani_bilican] Komek ji komelê bi tewir û mere û kulingan va ber bi goristana zomê, ko li serê çarêyana êle bû, çûn. [4217 cihani_bilican] Pêkve çar gorin li rex hevdu da, kulan. [4218 cihani_bilican] Ta gorkolan gor kolan, mirîşoya şoştina terman kuta kiribûn. [4219 cihani_bilican] Mela Ehmed û Mela Hesenî herduyan bi arîkariya hev kefenê sipî li kuştiyan werkirin. [4220 cihani_bilican] Piştî kutabûna kefen, komelê bi hev ra her çar term, termên çar pehlewanan, çar mêrxasan, çar çakmêran dane ser darbestan û bi şîn û girîn ber bi goristanê birin. [4221 cihani_bilican] Bi dengê şîn û girînê ra jin û zar û pîr û kal, giştî xelkê êla Mîr Elî Siwarani weke deriyayeke pir pêl ber bi goristanê kişiyan. [4222 cihani_bilican] Te derzî bavîta li ber komelê li erdê nediket. [4223 cihani_bilican] Li perê goristanê, li rex wan çar gorinên ko taze kulabûn, her çar term danîne erdê. [4224 cihani_bilican] Mela Ehmed pêş da li ber serê her çar terman rawesta û nivêja wan kir. [4225 cihani_bilican] Li dû nivêjê ra ferman da, ko terman çal bikin. [4226 cihani_bilican] Pêş da termê Ehmed Begê Mîrî rakirin û li şamiyê da edilandin. [4227 cihani_bilican] Li dû ra kevirê serînê danîn ser şamiyê û paşê gor bi tev selbend kirin. [4228 cihani_bilican] Li dû selbendan ra, bi meran xwalî tijî ser keviran kirin û xwalî li ser gorina Ehmed Begî bû qûç. [4229 cihani_bilican] Mela Ehmed li ber serê gorina Ehmed Begî rawesta û telqîna wî pêş da bi Erebî û paşê jî bi kurdî weha dayê: [4230 cihani_bilican] »Hey Ehmed Begê kurê Gulavtûnê! [4231 cihani_bilican] Yê mirî tu yî! [4232 cihani_bilican] Bersiva xwe baş bide! [4233 cihani_bilican] Xudê raste. [4234 cihani_bilican] Pêxemberê wî rast e. [4235 cihani_bilican] Bihîşt û dojeh hemû rast in. [4236 cihani_bilican] Yê mirî tu yî...« [4237 cihani_bilican] Li dû telqîna Ehmed Begî ra, her sê termên dî jî veşartin. [4238 cihani_bilican] Mela Ehmedi telqîna wan jî dayê. [4239 cihani_bilican] Û li dû telqînê ra mela Ehmed navê her çar kuştiyan cuda cuda anî û ji komelê daxwaz kir, ko eger dilê kesekî ji wan mabe, bi-la ji wan xweş bin. [4240 cihani_bilican] Komelê hemûyê bi hev ra gotin: [4241 cihani_bilican] Em ji wana xweş dibin, xwedê jî ji wana xweş be! [4242 cihani_bilican] Li dû ra komel li dora goristanê zincîrqol rawestan û fatiheyek xwendin. [4243 cihani_bilican] Paşê hema wisan bi gultetî li ser gorinan zivirîn û çûne ber derê mala Mîrî û li ber derê mala wan rawestan û hema wisan li ser piyan fatiheyek xwendin û gotin: [4244 cihani_bilican] Mîr bila canê te xweş be! [4245 cihani_bilican] Serê te xweş! [4246 cihani_bilican] Yezdan jê xweş be! [4247 cihani_bilican] Li dû ra çûne ber derê mala Hesê Dûdêyî û li wê derê jî hema wisan li ser piyan rawestayî man û gotin: [4248 cihani_bilican] Hesê bila canê te û her heft kurên te xweş be! [4249 cihani_bilican] Serê te xweş, Apê Hesê! [4250 cihani_bilican] Ciyê çûyî Yezdan lê nede şermê! [4251 cihani_bilican] Yezdan jê xweş be! [4252 cihani_bilican] Li dû ra çûne ber derê mala Remo pehlewan û Mihoyi jî. [4253 cihani_bilican] Li wê derê jî serexweşî dane wan û tev bi gultetî zivirîn dîwanxanê. [4254 cihani_bilican] Şîneke giran li ser êla Mîr Elî Siwarani da hatibû. [4255 cihani_bilican] Êl tev da reşpoş bibû. [4256 cihani_bilican] Mêran xavikên reş dabûne serên xwe û kirasên reş ber kiribûn. [4257 cihani_bilican] Giştî jinên êlê serdanpê reş girtibûn. [4258 cihani_bilican] Te ko weha li ser kanî û devên çeman dinihêrî, te digot qay qijikin, ko li rex avê ra hevraz û berjêr dibin. [4259 cihani_bilican] Şîneke reş û giran li ser wan da hatibû. [4260 cihani_bilican] Kiç û bûk û zerî û xanim û xatûn hind li şîna xoşewîstan da giriyabûn, ko çav li serê wan da bibûn golên xûnê. [4261 cihani_bilican] Li derekan deste destesiwar û peya dihatin hawarî û serexoşiya mala Mîr û Hesê Dûdêyî. [4262 cihani_bilican] Mala Mîrî çend xîvet bi hav ve girêdabûn û Mîr û Mela Ehmed û Mela Hesen û Hesê Dûdê bi koma ridênsipî û giregrên êlê va li xîvetê da rûniştibûn û komel deste destedihatin, fatiheyek dixwendin û serexoşî didane Mîr û êla wî û qaweyek vedixwarin û diçûn. [4263 cihani_bilican] Mîrî gote Tajdînê Dengbêj: [4264 cihani_bilican] »Tajdîn min ji te divê, ko tu ji Ehmed Beg û Silêmanî ra cotek kotel girêdî.« [4265 cihani_bilican] Tajdîn li xîvetê derket û gazî meyteran kir û got: [4266 cihani_bilican] »Kuro seglaviya Silêman û mehnegiya Ehmed Begî ji tewlexanan derînin û bînin. [4267 cihani_bilican] Emê ji wan ra kotelan girê bidin.« [4268 cihani_bilican] Meyteran herdu mahîn ji tewlexanan deranîn û anîn ba Tajdînê Dengbêj. [4269 cihani_bilican] Tajdinî pêş da kotela Silêmanî girêda. [4270 cihani_bilican] Ewî seglaviya Silêmanî pêş da zîn û pûsad kir. [4271 cihani_bilican] Li dû ra cil û bergên Silêmanî yên serekpehlewantiyê, ko hema xûn wisan pêva hişk bibû, bi hev va girêda û avête ser qaşa zînê seglaviyê. [4272 cihani_bilican] Li dû ra şûrê wî bi layeke terkiya zîni va girêda û nêza wî jî bi layê dî va. [4273 cihani_bilican] Mertal û zirêxê Silêmanî jî durust li ser qaşa zînî da ediland û bi zînebendan ew li ser zîni bi tew girêda. [4274 cihani_bilican] Îca li dû ra kotela Ehmed Begî jî girêda. [4275 cihani_bilican] Ew komela dereke ko dihatin serexoşiyê, gava ko bihîstin mala Mîrî kotelên kuştiyên xwe girêdane, ewan jî gava ko dihatin serexoşiyê, bi kotel dihatin. [4276 cihani_bilican] Ca dema ko gultên suwarên serexoşiyê ji dûr va dihatin xûyanê, Tajdinî herdu kotel hêdî hêdî ber bi wan dihajot. [4277 cihani_bilican] Li pêşberî malan kotelên mala Mîrî û kotelên serexoşîvanan digihîştin hev. [4278 cihani_bilican] Îca gava ko kotel digihîştin hev, Tajdinî destê xwe li ber hev ra dikir û bi dengekî pir şewat dilorand. [4279 cihani_bilican] Bi wawîloka Tajdinî ra serexoşîvanan jî dest pê dikirn û wawîlokek li ser teqil û miqamê wawîloka Tajdinî da digotin. [4280 cihani_bilican] Herdu kotel wisan girêdayî li tewlexanan da bûn. [4281 cihani_bilican] Danê berî nîvro bû, ko meyteran gazî Tajdinî kirin û gotinê waye desteyek siwar ji zozanên Dîzgirêlan ber bi malan tên. [4282 cihani_bilican] Tajdinî fenanî caran rabû , herdu kotel da destên meyteran û bixwe jî kete pêşiyê û ber bi gulta siwarên ko dihatin serexoşiyê çû. [4283 cihani_bilican] Herdu deste li bintara mala Mîrî da giheştin hev. [4284 cihani_bilican] Bi dîtina kotelê ra siwar hemû peya bûn. [4285 cihani_bilican] Tajdinî destên xwe li ber hev ra kir û weha qêr kirê: [4286 cihani_bilican] Hane li me hane...hane li me hane...li me hane... [4287 cihani_bilican] Ji derdê me ra peyda nabe, çi dermane... [4288 cihani_bilican] Birano derdê me giran e, hevalno dedrê me giran e... [4289 cihani_bilican] Îro ji me kuştine bi dexesî û necamêrî du cot serok û serokpehlewane... [4290 cihani_bilican] Na Xudê serokê pehlewanên êla Mîrê ereban canpolat Silêman e... [4291 cihani_bilican] De dibê dema li ser serê Silêmanê Silîv dibû kulpa mêran, bila lê derketa her heft lawên Hesê Dûdê bînanî gurên devbixûnî, na Xudê revda wan şêran e... [4292 cihani_bilican] De dêranê Werdê, gulîbirê Gulavtûn, qirikê Gulîzer, çawa îro Çepa Bexlecî, Zanga Xûnê dijmin li me kiriye qesasbxane... [4293 cihani_bilican] Heyfa min nayê ji kuştina van xoşmêran e... [4294 cihani_bilican] Heyfa min tê ji wê heyfê, îro dijmin û neyarên me yê nediyar û nexûyan e... [4295 cihani_bilican] Eger me yê bizaniya reşkujên me kî û di kîjane... [4296 cihani_bilican] Me yê li ser serê wan girêda beraşên aşan, serê wan bihêra bi derbên topizan û bi devê wan şûran e... [4297 cihani_bilican] Me yê terş û talanên wan bikişanda bi zora xencer û serê sernêzan e... [4298 cihani_bilican] Birano derdê me girane... [4299 cihani_bilican] Na Xudê li ber derdên me aciz in, gişt hekîm û de loqman e... [4300 cihani_bilican] Were emê destên hev ra bigirin peyda bikin reşkuj û van dizan e... [4301 cihani_bilican] Hane li me hane ..hane li me hane...li me hane... [4302 cihani_bilican] Vêca li desta pêşber li nav serexoşîvanan da dengbêjekî wan destê xwe hejand û li bersiva Tajdinî da weha got: [4303 cihani_bilican] Wey li mino lo Silêmano, wey li mino lo Silêmano... [4304 cihani_bilican] Canpolato, serekpehlewano... [4305 cihani_bilican] Rûmeta rûyê me kurdano... [4306 cihani_bilican] Çomaqê nav çavên neyarano... [4307 cihani_bilican] Bikojê dexes û dijminano... [4308 cihani_bilican] Te yê çawa koma pehlewanan hêlaye bê xayî û bêxudano... [4309 cihani_bilican] Li min lolo, li min lolo...Li min lo lo, li min lolo... [4310 cihani_bilican] Hawarîkê hatî ji me kurdan ra hawarîka ne bi xêr e... [4311 cihani_bilican] De êla Mîrê ereban îro li şîna xweşmêran da zêrezêr e... [4312 cihani_bilican] Li wan hatiye kuştinê bi dexesî serekpehlewan û sê xasmêr e... [4313 cihani_bilican] Yê yekê Silêman e, serokpehlewan e, seriyan difirîne, cendekan paş da davêje, aşê serê dijminan e, na Xudê dijminhêr e... [4314 cihani_bilican] Yê dinê Ehmed Beg e, serekê Siwaran, berdilka dilê Gulavtûnê, kilê çavên Gulîzerê, suwarê şepala şînboz, qudûmê çokên Mîrê ereban çi xoşmêr e... [4315 cihani_bilican] Ewê dinê Remoyê pehlewane, Xudê kem pehlewanakî zorî zorbeyî çi navdêr e... [4316 cihani_bilican] Yê dinê Mihoyê berdestkê mala Mîr e, dayîka wîna kor be jê re... [4317 cihani_bilican] Li min lolo...li min lolo...li min lolo... [4318 cihani_bilican] Vêca bi dengê wan herdu dengbêjana ra bû zêrezêra komelê û li ser hev da giriyan. [4319 cihani_bilican] Jinekê destek dudu cilik li himêzê da hate pêşiya serexoşîvanan û ewan ber bi konê aliyê malê bir. [4320 cihani_bilican] Komel hemû li konê aliyê malê da berev bûn û li ser kincikan da giriyan. [4321 cihani_bilican] Hindekan li xwe didan, hindekan porên xwe dirûçikandin. [4322 cihani_bilican] Cilkên Silêmanî bi xêliya Werdekê ya sor û zer xemilandibûn. [4323 cihani_bilican] Werdekê herdu guliyên xwe yên gevezên nû hine kirî li ser Silêmanî birîbûn. [4324 cihani_bilican] Ca herdu guliyên birî bi xêliya sore zere bûkiniyê va li pêsîra kurtikê Silêmanî va dirûbûn. [4325 cihani_bilican] Lê bi kincikên Ehmed Begî va heşt kite gulî darda kiribûn. [4326 cihani_bilican] Cotên xûşkan û dayîka wî û maliya wî Gulîzerê her yekê cotek guliyên xwe li ser wî da birîbûn. [4327 cihani_bilican] Cilkên wan hema wisan bi xûnê va hişk kirî mabû. [4328 cihani_bilican] Komel piştî girînê tev rabûn û çûne dîwanxanê û li dîwanxanê da hemûyê bi dengê Mela Ehmed ra fatiheyek xwendin. [4329 cihani_bilican] Li dû fatihê ra qawegerînan qawe gerandin. [4330 cihani_bilican] Serexoşiya mala Mîr û Hesê Dûdêyî nêzîkiya mehekî kişand. [4331 cihani_bilican] Li çilê kuştiyan da Mîrî gote carçiyan: [4332 cihani_bilican] »Bikin gazî, bila êl ji reşikê derkeve! [4333 cihani_bilican] » [4334 cihani_bilican] Carçiyan kirin gazî. [4335 cihani_bilican] Êl ji reşikê derket. [4336 cihani_bilican] Hemûyan kincên xwe guhorîn. [4337 cihani_bilican] Reşên xwe rakirin. [4338 cihani_bilican] Her tenê Werdek ma. [4339 cihani_bilican] Hindî kirin û nekirin, Werdekê kincên xwe neguhest. [4340 cihani_bilican] Hema wisan li şîna Silêmanî da reşpoş ma. [4341 cihani_bilican] Digotin eger mehek li ser ra derbas bibe, ava reşê bê çavên Werdekê. [4342 cihani_bilican] Şev û roj hema karê wê bûye şîn û hêsirîn. [4343 cihani_bilican] Xwerê wê bûye rondik û girîn. [4344 cihani_bilican] Hindî dayîka wê dibêjê Werdek ji serê bav û birayên xwe şermê bike, bese negirî! [4345 cihani_bilican] Lê rondikên wê weke barana ewirê nîsanê jor da dibarin. [4346 cihani_bilican] Li alî bav û birayên xwe jî hema wisan pîngepînga wê ye, dibêje û dilorîne. [4347 cihani_bilican] Komel her yek li bara wê da tişteke dibêjin: [4348 cihani_bilican] Dayîka wê kor be jê re. [4349 cihani_bilican] Neyaran nehîştin hema salek li ser zemawenda wan ra derbas bibe. [4350 cihani_bilican] Nehêlan hema du meh li ser zavatiya Silêmanî ra derbas bibe. [directspeech cihani_bilican] Yezdan wan bêmiraz bikuje. [4351 cihani_bilican] Ewan Werdek û Silêman bêmiraz kirin. [4352 cihani_bilican] Çawa nehîştin ew herdu pehlewanan bi mirazên xwe şa bibin. [4353 cihani_bilican] Werdeka belengaz yê xwe bikuje. [4354 cihani_bilican] Kiçê yê li derdê Silêmanî da bibiece. [4355 cihani_bilican] Destên wê bi hinê va ma. [4356 cihani_bilican] Belengazê duhalaye jî. [4357 cihani_bilican] Yezdan wan poşman bike ! [directspeech cihani_bilican] Ez gazî şems û şêxan dikim, xudêyê wan kor û kotî bike! [4358 cihani_bilican] Derdê kotîbûnê li wan derîne û kerrê kotîbûnê ji wan bixîne! [4359 cihani_bilican] Şems wan ji ronahîka çavan bêpar û pişk bihêle! [4360 cihani_bilican] Belengazê çawa zarika wê bû paşbavî! [4361 cihani_bilican] Kiçê belengazê wekî negirî û nelorîne, yê bibiece. [4362 cihani_bilican] A, a. [4363 cihani_bilican] yê diq bike. [4364 cihani_bilican] Ew bi şîn û girînê kula dilê xwe sar dike. [4365 cihani_bilican] Dibêjin sûnd xwariye, ko piştî Silêmanî çi mêran neke. [4366 cihani_bilican] Yezdan kem mafê wê heye. [4367 cihani_bilican] Erê, erê, ew jineke xudanemek e. [4368 cihani_bilican] Werdek? [4369 cihani_bilican] Ew piştî Silêmanî çi mêran nake... Komelê li bara wê û li ser rewşa wê da bi her cureyî diaxiftin. [4370 cihani_bilican] Hê du meh li ser wê qewimîna reş ra derbas nebibû, ko rojekê Hesê û kurê xwe yê mezin û Mela Hesen ne li demê dîwanê da, çûne bal Mîrî. [4371 cihani_bilican] Hesê xeberek vir da anî, yêk li dera han, ta ko gihîşte ser rewşa mala Silêmanî û çawaniya Werdekê û tenêmana wê. [4372 cihani_bilican] Mîrî got: [4373 cihani_bilican] »Hesê ev qewimîna reşe giran li ser me hemûyê da hatiye. [4374 cihani_bilican] Em hemû jî her dilbirîndarin. [4375 cihani_bilican] Bi Yezdan kem Hesê min Silêman li ser kurên xwe ra digirt. [4376 cihani_bilican] Pêkêşka Silêmanî li bal min, ji ya Ehmed Begî girantir bû. [4377 cihani_bilican] Bila roja îro ew her sê kurên min yên dî jî bimirana, ne ko mûyek ji serê Silêmanê Silîvî kêm biba.« [4378 cihani_bilican] Îca bi înana navê Silêmanî ra keserek kûr kişand. [4379 cihani_bilican] Hesê got: [4380 cihani_bilican] »Mîr Yezdan kurên te ji te ra bihêle. [4381 cihani_bilican] Ma Silêmanê Silîvî gelekî ji Ehmed Begî xoşdevîtir bû. [4382 cihani_bilican] Ma li qewimîna giran da Silêman tenê hatiye kuştinê. [4383 cihani_bilican] Mêr li ber av û axa xwe da tên kuştinê. [4384 cihani_bilican] Kuştina mêran li rêka welatî da şayiya gel e. [4385 cihani_bilican] Gel bi xwe dinaze, ko mêrxasên wan li ber wan da, li ber av û axa wan da li ber talanên wan da xwe dane kuştinê, xwe gorî kirine. [4386 cihani_bilican] Tenê tişta ko em hemû li ber da bê hewkin, eve ye ko mêrxasên me bi reşkujî ji holê rabûne. [4387 cihani_bilican] Em nizanin, ka kê ev yeka bi serê me kir. [4388 cihani_bilican] Dena her berxa nêr, ji bo kêrê ye. [4389 cihani_bilican] Lê Mîrîm ya Werdekê, gotin pêdivî nîne. [4390 cihani_bilican] Werdek dîsan jî her bûka te ye. [4391 cihani_bilican] Tenê me got eger destûra te hebe, em xîveta wê hema wisan bi xemil û rewşa wê va bibin li rex mala me vegirin. [4392 cihani_bilican] Em naxwazin ko rewşa mala Silêmanî xerab bikin. [4393 cihani_bilican] Lê hûn bixwe ji me çêtir dizanin, xîveta Werdekê li rex mal me, ko ew jî her mala we bixwe ye, li nêzîkê dayîka wê be, baştir e. [4394 cihani_bilican] Werdek dîsan jî her bûka te ye.« [4395 cihani_bilican] Serê Mîrî li ber da bû û guhdarî gotinên Hesêyi dikir. [4396 cihani_bilican] Piştî demeke xurt, Mîrî serê xwe ji ber xwe derxist. [4397 cihani_bilican] Çavên wî tijî bibûn. [4398 cihani_bilican] Bi kesereke kûr bersiva Hesêyi da: [4399 cihani_bilican] »Hesê Yezdan dizanê, ko min ji Silêmanî û Werdekê ra nexşên jiyaneke serferaz û domdirêj kişandibû. [4400 cihani_bilican] Lê bi dax û derdên giran va neyaran nehîştin. [4401 cihani_bilican] Rast e ko min Werdek wekî bûka xwe ji mala te siwar kir û anî û li rex mala xwe ji wan ra xîvet da vegirtinê. [4402 cihani_bilican] Her wekî te gotî, dîsan jî her ez Werdekê ji xwe ra bûk dizanim. [4403 cihani_bilican] Lê ez jî hema li ser hizra te me. [4404 cihani_bilican] Xîveta Werdekê roja îro li rex mala te be çêtir e. [4405 cihani_bilican] Her çawa hebe tu bavê Werdekê yî. [4406 cihani_bilican] Xûşka Kewê dikare baştir lê agadar be. [4407 cihani_bilican] Baş bû, ko te bixwe ev yeka hilxist. [4408 cihani_bilican] Her niha ezê bêjim rêncberan, bila alî zaroyên we xîveta Werdekê rakin û bibin li rex mala we danên. [4409 cihani_bilican] Em dîsan jî her xizmin.« [4410 cihani_bilican] Hesêyi got: [4411 cihani_bilican] »Zor sipas Mîrîê min!« [directspeech cihani_bilican] Sipas xweş Hesê! [4412 cihani_bilican] Mela Heseni ko ta niha qet peyvek jî neaxiftibû, rabû şipê û destê xwe da sîngê û got: [4413 cihani_bilican] »Yezdan te payedar bike Mîr! [4414 cihani_bilican] Xudê siya te li ser serê me kêm neke! [4415 cihani_bilican] Xudê tifaq û yêkatiya me ragire!« [directspeech cihani_bilican] Xudê ji te xoş be Mela Hesen! [4416 cihani_bilican] Li dû van teklîfana ra Hesê û Mela Heseni xatirê xwe ji Mîrî xwestin û ji dîwanxanê derketin. [4417 cihani_bilican] Hê bîstek li ser ra nebihorîbû, ko kurên Hesê Dûdêyî bi arîkariya Mîro û çend rêncber û berdestkan va, navmala Werdekê berev kirin û istûna xîveta Silêmanî li ber xîvetê hilanîn. [4418 cihani_bilican] Destên Werdekê li çi tiştî nedigeriya. [4419 cihani_bilican] Werdekê destên xwe li ber hev ra kiribû û li pêşber xîvetê li ser rûniştekek kevirîn rûniştibû û posîde posîde li kavilbûna hêlûna xwe û Silêmanî ya çend mehî dinihêrî. [4420 cihani_bilican] Gava ko xîveta Silêmanî ji cî leqiya. [4421 cihani_bilican] Gulavtûn û Gulîzer û Gulendam û Gulindar, bi koma jin û bûk û qîzan va hatin û destên xwe li ustuyê Werdekê ra birin û hema wisan li derva şînek giran danîn. [4422 cihani_bilican] Piştî qaseke xurt ridênsipiyek ji xîvetê derket û hate bal wan û gote Gulavtûnê: [4423 cihani_bilican] »Gulavtûn xatûn tikaye êdî bese! [4424 cihani_bilican] Negirîn! [4425 cihani_bilican] Nehêle ew zarûyana wisan bizarin. [4426 cihani_bilican] Mîr dibêje bila nehêlin Werdek bê hewik bibe.!« [4427 cihani_bilican] Bi vê gotina ridênsipiyi ra Gulavtûnê çavên xwe ji hêsiran paqij kir û gote Werdekê û yên dî: [4428 cihani_bilican] »Lawo êdî bes e! [4429 cihani_bilican] Em çendê bigirîn jî, dilê me hêsayî nabe. [4430 cihani_bilican] Rabin! [4431 cihani_bilican] Rabin!« [4432 cihani_bilican] Li dû gotina Gulavtûnê ra hemû ji cî rabûn. [4433 cihani_bilican] Lê kela Werdekê sar nedibû. [4434 cihani_bilican] Werdek her wisan kul diçû. [4435 cihani_bilican] Gulîzerê destên xwe uskura Werdekê ra biribû û herdu tev digiriyan. [4436 cihani_bilican] Gulavtûn hat û li ber wan geriya û bi zorê ew herdu kir kirin. [4437 cihani_bilican] Li demeke kurt da xîvet jêk weşiya û mal hate berev kirinê û bargiranî li hêştiran hate bar kirinê û li ber derê mala Hesê Dûdêyî hate danînê. [4438 cihani_bilican] Werdekê jî destên xwe li ber hev ra kirî, bi pîngepîng da dû mal û xîveta Silêmanî. [4439 cihani_bilican] Du, sê bûk û zeriyên mala Mîrî jî di gel wê rê ketin. [4440 cihani_bilican] Xîveta Silêmanî li rex mala Hesê Dûdêyî hate vegirtinê. [4441 cihani_bilican] Dayîka Werdekê hate bal kurên xwe û gote wan: [4442 cihani_bilican] »Lawo tikaye, xîveta Silêmanî ji pergal mexin! [4443 cihani_bilican] Dîsan her wekî berê bixemilînin.« [4444 cihani_bilican] Û gazî Werdekê jî kir û gotê: [4445 cihani_bilican] »Lawo were! [4446 cihani_bilican] Were dîsan mala xwe wekî berê bixemilîne!« [4447 cihani_bilican] Li dû gotina Kewê ra, Werdek û ewanên ko di gel wê hatibûn jî, hatin alî kuran. [4448 cihani_bilican] Werdekê dîsan hundurê xîvetê bi pirêza xwe, wekî berê bi xemil û pergal kir. [4449 cihani_bilican] Cil û bergên Silêmanî yê zavatiyê bi ustûna nîveka xîvetê va darda kir û kincên serekpehlewantiyê jî bi ustûneke dî va darda kir. [4450 cihani_bilican] Xencera wî li ber kemberê ra kir. [4451 cihani_bilican] Şûr û nêzeya wî jî siparte ber wê ustûnê. [4452 cihani_bilican] Werdekê bi dîtina wan cil û berg û wan çekên Silêmanî ra seha dilxweşiyê dikir. [4453 cihani_bilican] Gava ko çavên wê li wan diket, we dihizirî ko Silêman zindî ye. [4454 cihani_bilican] Eve du, sê heftiye, ko rewşa Werdekê hatiye guhertinê. [4455 cihani_bilican] Dilê wê tevî hev dibe. [4456 cihani_bilican] Serê wê gêj dibe. [4457 cihani_bilican] Berşojkî dibe. [4458 cihani_bilican] Hilqên vereşandinê tênê. [4459 cihani_bilican] Hindek caran jî her vedireşe û aveke zer û qîçik ji devi tê. [4460 cihani_bilican] Çavên wê reş û tarî dibin. [4461 cihani_bilican] Dilê wê dixerike. [4462 cihani_bilican] Xwazî dibe. [4463 cihani_bilican] Pirxor bûye. [4464 cihani_bilican] Dilê wê xwerekên cur be cur dixwaze. [4465 cihani_bilican] Dilê wê xwerekên wisan dixwaze, ko dem û danê wê xwerekê nîne. [4466 cihani_bilican] Rojê dilê wê dibije xwerekekê. [4467 cihani_bilican] Hindek xwerekan jî nikare bixwe. [4468 cihani_bilican] Bi dîtina hindek xwerekan ra hilq tênê. [4469 cihani_bilican] Dayîka wê dibêje: [4470 cihani_bilican] Werdek nebîraniya dikişîne. [4471 cihani_bilican] Her çî ya ko dilê Werdekê bixwesta, li ber perê asîmanan ba jî, lawên Hesê Dûdêyî jê ra dihanîn. [4472 cihani_bilican] Werdekê şîrê firindan jî bixwesta, her heft birayên wê jê ra peyda dikirin. [4473 cihani_bilican] Her didanekî Werdekê tamek dixwar. [4474 cihani_bilican] Werdek roj bi rojê giran û girantir dibû. [4475 cihani_bilican] Zikê wê roj bi rojê berve diçû û roj bi rojê mezin û mezintir dibû. [4476 cihani_bilican] Werdek xewar bibû. [4477 cihani_bilican] Hema li ko ra digihîşt serê xwe dadinî û xew ra diçû. [4478 cihani_bilican] Hind razabû, ko çavên wê werimîbûn. [4479 cihani_bilican] Pişta wê diêşiya. [4480 cihani_bilican] Pê we bû, ko li bin barekî giran da ye. [4481 cihani_bilican] Carinan birûskê digirtê, û li cî da rûdinişt û nikarî ji cî bilive. [4482 cihani_bilican] Li ber çîk û birûskan xwe dikire girê û li cî da rûdinişt. [4483 cihani_bilican] Çavên wê reşvetarî dibûn. [4484 cihani_bilican] Serê wê gêj dibû. [4485 cihani_bilican] Topa cîhanê li dora serê wê ra dibû zivirok. [4486 cihani_bilican] Li demên weha da dayîka wê li hawariya wê da dihat. [4487 cihani_bilican] Ewê hêdî û bi hemmet pêş da pişta wê û li dû ra teniştên wê hêdî mist dida û bi aramî destên xwe li ser zikê wê di-gerand. [4488 cihani_bilican] Paşî qasekê birûskê ew berdida û Werdek dîsan radibû ser xwe. [4489 cihani_bilican] Neh meh û neh roj û neh şev û neh demjimêr li ser zemawenda Werdekê û Silêmanî ra bihorîbûn. [4490 cihani_bilican] Sê, çar jinikan Werdek li nav hev ra kiribûn. [4491 cihani_bilican] Du, sê porsipî lê berev bibûn. [4492 cihani_bilican] Pêş da birûskên hûrik hatin Werdekê. [4493 cihani_bilican] Xûyeke zeliqokî li ser eniya Werdekê rûnişt. [4494 cihani_bilican] Paşê berebere çîk û birûsk tund û tundtir bûn. [4495 cihani_bilican] Werdekê berê li ber xwe da. [4496 cihani_bilican] Xwe ragirt. [4497 cihani_bilican] Tenê li ber êşê serê xwe dihejand û lêva xwe dikot û li ber lêva xwe da dikire ofeof. [4498 cihani_bilican] Lê berebere çîk û birûskan ew li nav hev da pêçan û hêza li ber xwedanê jê standin. [4499 cihani_bilican] Pêş da Werdekê hêdîka û bi şerm û fedî dikire îş û of. [4500 cihani_bilican] Lê hêdî hêdî dengê wê bilind û bilindtir bû û nalenala wê bû qareqar û qîjeqîj. [4501 cihani_bilican] Dengê qareqara Werdekê li ser êlê ket. [4502 cihani_bilican] Zome hejikand. [4503 cihani_bilican] Êl li ser serê wan da hanî. [4504 cihani_bilican] Dayîka wê xwe lê hêrs kir û gotê: [4505 cihani_bilican] »Kiçê te xêr e! [4506 cihani_bilican] Te êl û zome li ser serê me da hanî! [4507 cihani_bilican] Qirikê şermê bike! [4508 cihani_bilican] Te em rusva kirin. [4509 cihani_bilican] Ne qaşoka tu pehlewanî!?« [4510 cihani_bilican] Werdek hem diqîjiya û hem jî bersiva dayîka xwe dida: [4511 cihani_bilican] »Dadê reben ma canê pehlewanan can nîne? [4512 cihani_bilican] Ma pehlewan êşê nizanin? [4513 cihani_bilican] Ma çêlekan pehlewan înane?« [4514 cihani_bilican] Bi qîjeqîj û zarezara Werdekê ra pîrekan ew li ser çokan danîbûn. [4515 cihani_bilican] Du, sêkan pê ra girtibûn. [4516 cihani_bilican] Pîreka mezin ko li ser serê wan ra rawestabû û destûr dida wan, li ser Werdekê da qîjiya û gotê: [4517 cihani_bilican] »Ha Werdeka pehlewan! [4518 cihani_bilican] Ha hingeke dî! [4519 cihani_bilican] Ha xwe vê carê jî bidê! [4520 cihani_bilican] Ha hêzeke dî! [4521 cihani_bilican] Ha hingek dî! [4522 cihani_bilican] Hema hindik maye ha! [4523 cihani_bilican] Dey dey... Aha kutabû...« [4524 cihani_bilican] Bi vê gotina pîreka porsipî ra weirêna zarekê hundur tijî kir. [4525 cihani_bilican] Dengê zarokê ji xîvetê derket û belawî axaran bû. [4526 cihani_bilican] Pîreka porsipî xwar bû û li nav lingê biçûkê nihêrî û kire gazî: [4527 cihani_bilican] »Sipas ji Yezdanî ra, kur e, kur. [4528 cihani_bilican] Mizginiyê bidin kalkê wî! [4529 cihani_bilican] Bêjinê Yezdan kurek daye Werdekê. [4530 cihani_bilican] Sipas ji Xudê ra, ko Silêman bêdûnda nema.« [4531 cihani_bilican] Werdek hema wisan li ser çokan mabû û li nava xûnê û xûyê da mewicîbû. [4532 cihani_bilican] Bo demeke kurt Werdekê seha hisiyanewê kir. [4533 cihani_bilican] Lê dîsan birûsk hatinê. [4534 cihani_bilican] Pîrekan destê Werdekê ra girtin û xwestin ewê ji cî rakin. [4535 cihani_bilican] Lê Werdekê got: [4536 cihani_bilican] »Dîsan birûsk têne min.« [4537 cihani_bilican] Her yekê ji pîrekan tiştek gotin: [4538 cihani_bilican] Çi nake hevalbiçûk e. [4539 cihani_bilican] Xwe nede hêzan bila bixwe bikeve. [4540 cihani_bilican] Eger tu xwe bidî hêzan malzarka te yê jor da dakeve. [4541 cihani_bilican] Lê Werdekê xwe li ber êşê ranegirt û dîsan li ser çokan ket û dîsan hêz dane xwe. [4542 cihani_bilican] Pîreka porsipî destê xwe da zikê wê û got: »Aha! [4543 cihani_bilican] Yekî dî jî. [4544 cihani_bilican] Xwe bide hêzan! [4545 cihani_bilican] Hêdî, hêdî! [4546 cihani_bilican] Ha dayîka minWerdek! [4547 cihani_bilican] Xwe bide ser çokan! [4548 cihani_bilican] Xwe bidê! [4549 cihani_bilican] Ha hingek dî! [4550 cihani_bilican] Hema vê carê! [4551 cihani_bilican] Dey, dey! [4552 cihani_bilican] Aha serê zarokê hat! [4553 cihani_bilican] Hema vê carê, hema vê carê! [4554 cihani_bilican] Weirîneke dî jî li ser kon û xîvetan ket, porsipiyê dîsan jî li nav lingên biçûkê nihêrî û dîsan gazî kir: [4555 cihani_bilican] »Eva jî kur e. [4556 cihani_bilican] Eva jî kur e.« [4557 cihani_bilican] Dengê şayî û keyfxoşiya jinikan li hundurê xîveta Werdekê zoma Mîr Elî Siwarani hejikand. [4558 cihani_bilican] Vê carê Besê ya porsipî bixwe, xwe bi devê xîveta Hesê Dûdêyî ra gîhand û got: [4559 cihani_bilican] »Mizgîniya min bide Hesê! [4560 cihani_bilican] Yezdan cotek kur daye Werdekê.« [4561 cihani_bilican] Bi mizgîniya Besê ra şîrqîn kete hundurê xîveta Hesê Dûdêyî û bû vire [4562 cihani_bilican] vira zêr û pareyan li ser Besê da barî. [4563 cihani_bilican] Hesê pirsî Werdek çawaye? [directspeech cihani_bilican] Sipas ji Yezdan ra, dema wê jî, ya herdu kurikan jî saze. [4564 cihani_bilican] Çi cîhê nihêraniyê tune ye. [4565 cihani_bilican] Besê zêr û pareyên xwe li quşa xwe da cî kir û bi keyfxoşî ber bi xîveta Werdekê zivirî û li dora Werdekê ra bû turik. [4566 cihani_bilican] Pêş da serê wê îşkeîşk girêda. [4567 cihani_bilican] Paşê pişta wê şidand û li dû ra ferman da pîrekên dî, ko ji Werdekê ra karê jajerûnê bikin. [4568 cihani_bilican] Li dû Besê ra tabetî nehate Hesêyi. [4569 cihani_bilican] Hesê ji xîveta xwe derket û hate ber devê xîveta Werdekê rawesta û bangî jinka xwe kir û gotê: »Çavên te ronahî Kewê!« [4570 cihani_bilican] Çavên te jî ronahî Hesê! [4571 cihani_bilican] Pêdivî bû, ko yekê şûr û nêza Silêmanî hilda. [4572 cihani_bilican] Sipas ji Yezdan ra li cîhê yekê Werdek bû xudanê du kuran. [4573 cihani_bilican] Jinên êla Eliyê Siwarani deste destebi înanan xanan dihatin sera Werdekê. [4574 cihani_bilican] Taze heftê Werdekê kuta bibû, ko komek ji xizm û kes û karên mala Hesê Dûdêyî li xîveta wan da kom bûn. [4575 cihani_bilican] Hesêyi gote Kewê: [4576 cihani_bilican] »Keçê bêje bila herdu zarokan bînin. [4577 cihani_bilican] Bila Werdek jî bê.« [4578 cihani_bilican] Li dû fermana Hesêyi ra, herdu zarok li nava pêçikan da hanîn xîveta Hesêyi. [4579 cihani_bilican] Kewê û Werdek û pîrikên zaroyan jî dane dû herdu pêçikan û li biniya xîvetê da rûniştin. [4580 cihani_bilican] Werdekê serê xwe kiribû ber xwe. [4581 cihani_bilican] Şerm dikir. [4582 cihani_bilican] Komelê herdu zarok li ser destan gerandin û nîşanî hev dan. [4583 cihani_bilican] Li dû ra Hesê kolozê xwe li serê xwe deranî û berê xwe li ser koma xwe da kir û got: [4584 cihani_bilican] »Gelî xizm û kesên hêja! [4585 cihani_bilican] Îro roja navlêkirina zarokan e. [4586 cihani_bilican] Her yek ji we du navên ko hûn hêjayî Werdekê û Silêmanî dizanin, binivîsin û bavêjin nav kolozê min. [4587 cihani_bilican] Lê tikayê ji we dikim, ko tenê navên kurdî binivîsin. [4588 cihani_bilican] Em kurd in. [4589 cihani_bilican] Pêdiviye, em navê kurdî li zarokên xwe bikin. [4590 cihani_bilican] Êdî em navên erebî û romî û ecemî li biçûkên xwe nakin. [4591 cihani_bilican] Her gelekî navên xwe yên taybetî hene. [4592 cihani_bilican] Eger em gelê kurd jî xwe gelekî serbixwe dizanin, debê ko em jî navên kurdî li zaroyên xwe bikin. [4593 cihani_bilican] Her gel û bereyekê navên xwe yên taybetî hene. [4594 cihani_bilican] Zimanê kurdî jî li vê barê da zimanekî pir zengîn e. [4595 cihani_bilican] Êdî nabe ko em navên neyî Kurdî li zarokên xwe bikin. [4596 cihani_bilican] Navên nîştimanî nîvek ji serxwebûnêye.« [4597 cihani_bilican] Li dû fermana Hesêyi ra bû çîreçîra qeleman li ser kaxetan geriya. [4598 cihani_bilican] Her kesê gorî wîst û pêxoşî û zanîna xwe cotek nav nivîsîn û avîtin nav kolozê Hesêyi. [4599 cihani_bilican] Hesê berê xwe li ser Werdekê da kir û gotê: [4600 cihani_bilican] »Lawo lê tu çima nanivîsî!?« [4601 cihani_bilican] Îca li dû gotina xwe ra qelem û kaxeta xwe dirêjî layê Werdekê kir. [4602 cihani_bilican] Werdekê qelem û kaxeta bavê xwe hilda û du nav li ser nivîsî û avîte nav kolozê Hesêyi. [4603 cihani_bilican] Li dû ra koloz dane destê Pêşengê nebiyê Hesê û gotinê: [4604 cihani_bilican] Pêşeng li nav wan kaxetan da tenê kaxetekî hilîne. [4605 cihani_bilican] Pêşengî kaxetek li nav kaxetan hilgirt û da destê Hesêyi. [4606 cihani_bilican] Hesê qetê kaxetê jev vekir û weha xwend: [4607 cihani_bilican] Ker û Kulik! [4608 cihani_bilican] Şîrqîn kete komelê û hemûyê bi hev ra pîrozbayî li Hesê û Kewê û Werdekê kirin: [4609 cihani_bilican] Pîroz be! [4610 cihani_bilican] Nav li cîhanê bin! [4611 cihani_bilican] Navdêr bin! [4612 cihani_bilican] Mêrxas bin! [4613 cihani_bilican] Şûrê bavê xwe hildin! [4614 cihani_bilican] Nêza bavê xwe hildin! [4615 cihani_bilican] Bi kal û pîr mezin bin! [4616 cihani_bilican] Gurzê bavpîrê xwe hildin! [4617 cihani_bilican] Wek day û bab û kal û pîrên xwe bin! [4618 cihani_bilican] Li dû navan ra dengê neyîkê û gerandina şîrînî û şerbetan tevî hev bû. [4619 cihani_bilican] Satoreyê begzade neyîka xwe bi miqamekî şad û sivik anî nalînê. [4620 cihani_bilican] Jinikan tilîlandinê. [4621 cihani_bilican] Mêran fîqandinê û rê û risma navlêkirina herdu kurên Werdekê bi şayî û keyfxoşî kuta bû. [4622 cihani_bilican] Ker û Kulik roj bi rojê weke du karên xezalan, weke cotek berxên nêr diberidîn. [4623 cihani_bilican] Du pêçikên dirêj û raçandî. [4624 cihani_bilican] Du zarên bi gevde û gir û beranî.Yek rojiyê da weke yek heyviyan, yek heyviyê da weke yek saliyan, yek saliyê da weke heft saliyan dihatin xûyanê. [4625 cihani_bilican] Roj bi rojê mezin û mezintir dibûn. [4626 cihani_bilican] Bejin vedidan û bala her kesî li ser xwe da radikişandin. [4627 cihani_bilican] Dara sipîndarê eger li ciyekî avî da şîn bibe, reh û rîşalan davêje erdê û roj bi rojê azad û serbest bejin vedide. [4628 cihani_bilican] Şûşmanî dibe û ber bi asîmanan hildikişe. [4629 cihani_bilican] Tûkilê wê sipîndara li erdê avî da hêşîn bûyî, wisan saf û hilo dibe, ko rewneq dikevê û diçilvile û difire nav çavên mirovi. [4630 cihani_bilican] Li du saliyê da çiq û pelgan davêje û dibe dareke qert. [4631 cihani_bilican] Kerr û Kulik jî wekî cotek sipîndarên avî bejin vedidan. [4632 cihani_bilican] Şûşmanî dibûn û hevraz hildikişiyan. [4633 cihani_bilican] Werdekê herdu zarên xwe jî bi şîrê xwe dimêjand. [4634 cihani_bilican] Nedihîşt şîrê ajelan bidene wan. [4635 cihani_bilican] Dayîka wê kiribû û nekiribû, nehîştibû, yekê ji wan bidin dayînan bimêjînin. [4636 cihani_bilican] Ewê zaroyên xwe bi sînga xwe, bi şîrê berên xwe, bi şîreya gîranê xwe mêjand. [4637 cihani_bilican] Şev û roj bonetî herdu zarên xwe hisiyanewe ji xwe herimand. [4638 cihani_bilican] Yek dimêjand û radizand, îca yê dî dida ber çiçikên xwe. [4639 cihani_bilican] Ew jî têr dikir û li rex yê dî radizand. [4640 cihani_bilican] Carinan jî hema herdu pêkve didana li ser çokên xwe û bi wan ra dileyst û hewka dilê xwe bi wan dianî. [4641 cihani_bilican] Bêhna wê gelekî bi van biçûkana derdiket. [4642 cihani_bilican] Carinan herdu kurên xwe dida ser çokên xwe û bi wan dileyist û ev helbestoka ji wan ra bi teqil û miqam dixwend: [4643 cihani_bilican] Sipas bo te xudêyo! [4644 cihani_bilican] Te cotek kur daye hirçêyo! [4645 cihani_bilican] Bêhna hêrçê pê bêyo!... [4646 cihani_bilican] Hindî bibû dayîk, lap Silêman ji bîr kiribû. [4647 cihani_bilican] Her cara ko Silêman dikete bîrê, xwe ji xwe ra digot: [4648 cihani_bilican] »Sipas ji Yezdanî ra, ko bê dûnda nema. [4649 cihani_bilican] Dîsan başe du kur, du mêr, du fêriz li dewsa xwe hîşt. [4650 cihani_bilican] Sipas ji te ra Yezdano!« [4651 cihani_bilican] Ker û Kulik şev û roj li ser çokên kalikê xwe, li ser ustuyên xalên xwe, li ber sîngê dapîra xwe û li paşela Werdekê da mezin dibûn. [4652 cihani_bilican] Kalikê wan Hesê Dûdêyî hema li zarotiyê da ew herduk fêrî fend û fêlên pehlewantiyê dikir. [4653 cihani_bilican] Ji her yekê ra nêzeyeke biçûk û şûrekî kûşke dabû girêdanê. [4654 cihani_bilican] Heftiyê carekê ewan li pêş konan berdidane pêsîra hev û ewan hîmî şûrweşînî û nêzebaziyê dikir. [4655 cihani_bilican] Ew herdu bînanî du kelokên şeri berdida pêsîra hev. [4656 cihani_bilican] Dema ko ewan ji şûrweşînî û nêzebaziyê têr dibûn û diwestiyan, îca ew herdu berdida milmilanê. [4657 cihani_bilican] Herduk weke du kelçekan diketin zoranê. [4658 cihani_bilican] Herduyan bersînganê digirtin û bînanî du kelçekan, du kelçekên cewan û ciwan û pirçin, du kelên qelew û hulû bi qelûnkêşan hevdu hevraz û berjêr dikirin. [4659 cihani_bilican] Îca evê hewîsanê li ser leşê wan kar dikir. [4660 cihani_bilican] Roj bi rojê gir û gevde û bi hêz û pêz dibûn. [4661 cihani_bilican] Her çiya ko kalikê wan jî ji bîr bikira, ewan li ber destên Werdekê û her heft xalên xwe hîm dibûn. [4662 cihani_bilican] Gelek caran jî Werdekê tenê ewan her li hundurê xîveta Silêmanî da dida rûniştandinê û ewan bi hûrgilî li fend û fêl û çep û çûrên nêzebazî û şûrweşîniyê agadar dikirin. [4663 cihani_bilican] Ev herdu zarok seretaya jîna xwe bi milmilanê û zoranê, bi şûrweşîniyê û nêzebaziyê û xenceranê dest pê kirin. [4664 cihani_bilican] jiyana ko bi pehlewantiyê dest pê bibe, dê bi pehlewantiyê jî bidome û kuta bibe. [4665 cihani_bilican] Ji bilî fêrkariyên pehlewantiyê û hewîsanê, kalikê wan Hesê Dûdêyî rojê danekî ji wana ra ji Mishefa reş, ji dîwana şêx Adê helbest û xwendeyên ayînî bi teqil û miqam dixwend û ewan fêrî elifbêtikên Êzdîkî dikir. [4666 cihani_bilican] Kerr û Kulik roj bo rojê baş li ser elifbêtikên Êzdîkî diketin û berebere dikarîn bi elifbêtikên Êzdîkî navên xwe, navê dayîka xwe û navê kalikê xwe binivîsin. [4667 cihani_bilican] Her yekê ji wan jî çend rêzehelbest ji dîwana şêx Adêyî li ber kiribûn û bînanî kalikê xwe bi miqam dixwendin. [4668 cihani_bilican] ewan jî çav dabûne xalên xwe, her ji Hesê ra digotin bavo. [4669 cihani_bilican] ewan her Hesê bavê xwe dizanîn. [4670 cihani_bilican] Zaroyên paşbavî bûn. [4671 cihani_bilican] Nizanîn ka bav kî ye û kalik kî ye. [4672 cihani_bilican] Werdekê jî nedixwest zaroyên wê li temenê biçûktiyê da bi sewilikbûna xwe bihesin. [4673 cihani_bilican] Nedixwest zaroyên wê li wê barê da tişteke bizanibin û li ber sewlikbûnê li ber xwe bikevin. [4674 cihani_bilican] Ewê hê nedixwest ya bavê wan ji wan ra gilî bike. [4675 cihani_bilican] Zaroyan jî her we dizanîn ko Hesê bavê wanaye jî. [4676 cihani_bilican] Hesê gelek caran her bixwe li gel wan dikete nêzebazî û şûrweşîniyê. [4677 cihani_bilican] Îca gelek caran qestîka li ber wan şikest dida xwe û bi wan şa dibû. [4678 cihani_bilican] Hindek caran jî Hesê Kerr û xalê wî yê biçûk berdida şerî û bixwe jî li ber radiwesta û eger şaşiyek kerrî heba, nîşanî wî dida. [4679 cihani_bilican] Hindek caran jî Hesê nav li xalê wî dida û ew şîret dikir, ko qestîka xwe li ber kerri bişkênîne. [4680 cihani_bilican] kerrî jî her bawer dikir ko şikest daye xalê xwe. [4681 cihani_bilican] Ca bi vê hindê li ber xwe ra diçû. [4682 cihani_bilican] Xalê wî yê biçûk şeş heft salan ji wî mezintir bû. [4683 cihani_bilican] Lê kerr wisan givirokî bibû, hema hindik mabû hindî wî lê bê. [4684 cihani_bilican] Zor caran li milmilanê da her rastî jî kerrî zora xalê xwe dibir û pişta wî ditewand, lê hê baş pê nikarî. [4685 cihani_bilican] Xalê wî li ser gotina Hesêyi gelek caran xwe li ber da davîte erdê û yan jî li ber direvî û bi wî dida selimandinê ko li ber şikest xwariye. [4686 cihani_bilican] Ca hînga kerr bi wê hindê li ber pişika xwe ra diçû. [4687 cihani_bilican] Şa dibû. [4688 cihani_bilican] Per vedida. [4689 cihani_bilican] Li ser xwe diçû. [4690 cihani_bilican] Ker û Kulik bi vî cureyî li jêr destên kalikê xwe û dayîka xwe da perwerde dibûn. [4691 cihani_bilican] ewan li çar, pênc saliya xwe da li ser pişka zore fend û fêlên pehlewantiyê ketibûn. [4692 cihani_bilican] Êdî kerr û Kulik mezin bibûn û tenê dikarîn bi serên xwe herin nav zarûyên êlê û bileyzin. [4693 cihani_bilican] Ewan hemû rojê li danê leyzê da diçûne nav heval û hevtemenên xwe û dileystin. [4694 cihani_bilican] Leyzên cur be cur, yên weke; kabanê, melanê, holanê, pîtanê, matanê, gîzanê, cirîdanê, hestikêşevê, meydanê, cerdanê, dizgiranê, şeranê, çavşêrkanê, elanê û sedan leyzên dî. [4695 cihani_bilican] Lê kerr û Kulikên ko li ber destên dayîka xwe û kalik û her heft xalên xwe bi serbestî û xoşewîstî mezin bibûn, ser li ber çi zaroyan danedinîn û zor li hemûyan dikirin. [4696 cihani_bilican] Hewk û arama zaroyên êlê ji destên herdu birayan da nemabû. [4697 cihani_bilican] Navê kerr û Kuliki dihat, zaroyên êlê xwe vedişartin. [4698 cihani_bilican] Roj nebû ko kerr û Kulik serê zareke zomê neşkênin, milê yekê ji cî dernexin. [4699 cihani_bilican] Kerr û Kuliki çi bigotana zarok li xeberdaniya wan dernediketin. [4700 cihani_bilican] Komelê jî li ber Hesê Dûdêyî û li ber Werdeka dilişkestî deng nedikirin. [4701 cihani_bilican] Digotin zaron e çi nakin. [4702 cihani_bilican] Tênagîjin. [4703 cihani_bilican] Li leyza malkomalkoyê da her dem kerr li nexşa malîvan û sermezinê malê da dileyst. [4704 cihani_bilican] Kulik jî li gel kulîlka nebiya Mîrî, ko ew jî weke kerr û Kuliki paşbavî bû, bibû hevleyiz. [4705 cihani_bilican] Zaroyan kulîlk ji Kuliki ra siwar dikirin û li ber perda bûkiniyê peya dikirin. [4706 cihani_bilican] Kulîlk jî weke kerr û Kuliki xoşewîsta kalikê xwe bû. [4707 cihani_bilican] Xoşina komelê jî pir bi wê ra dihat. [4708 cihani_bilican] Lê berebere kulîlkê û Kuliki her rastî keyf bi hevdu dihatin. [4709 cihani_bilican] her di gel hevdu digeriyan û ji hevdu cuda nedibûn. [4710 cihani_bilican] Cîhana zarotiyê cîhaneke pir cuda ye. [4711 cihani_bilican] Herduyan dest li ustuyên hev ra dibirin û lali Hesê û Werdekê wan, hevdu radimûsan. [4712 cihani_bilican] Ca bi vê kiriyara wan hemû bi wan dikeniyan û pê xweş dibûn. [4713 cihani_bilican] Ker û Kulik roj bi rojê mezin dibûn. [4714 cihani_bilican] Hindî roj li ser wan ra derbas dibû, hind diçûn dirtir û netirstir dibûn. [4715 cihani_bilican] Zaroyên êlê ji destên wan da hatibûn zarê. [4716 cihani_bilican] Roja ko ev herduyan xûn li ser zarekî nexistana, ew roj roja wan nibû. [4717 cihani_bilican] Êdî te digot qay ev herdu gurgana fêrî xûnê bûne. [4718 cihani_bilican] Devên wan bînanî gurgên derbuharî li xûnê ketibûn. [4719 cihani_bilican] Êdî berebere kiriyarên wan li rade û receyê derket û xelik ji destên wan werez bûn û hemû rojê gazindên wan dihanîn ba kalikê wan Hesêyi. [4720 cihani_bilican] Sikalaya wan dibirin bal Mîrî û ji destên wan gazinde dikirin. [4721 cihani_bilican] Lê dilê Mîrî li ber zaroyan dernediket û her demê digot: [4722 cihani_bilican] »Çi nake, zaro ne, zaro bînanî seqanin. [4723 cihani_bilican] Rojê heft caran hevdu digevizînin û dîsan tên û pêkve li ser dandûrekî dixon û vedixon.« [4724 cihani_bilican] Mîrî her yek bi curekî li ser serê xwe rêç dikir. [4725 cihani_bilican] Hesê jî herwekî Mîrî gazindekir her yek bi zimanekî nerm û lûs li ser serê xwe dûr dixist. [4726 cihani_bilican] Lê çi kesî tiştek nedigote biçûkan. [4727 cihani_bilican] Ta ko rojekê Kerrî kevirek avît û çavê zarekê rijand. [4728 cihani_bilican] Kevir hema durust li bîbika çavê wî zarikî ketibû û çavê wî bilqijandibû. [4729 cihani_bilican] Li wê demê da bavê wî zarokî, gava ko ew sosreta giran bi çav dît, tûre bû, û li teberê derket û xwe bi Kerrî ra gîhand û du sîlên tûj li bineguha Kerrî da lêda û gotê: [4730 cihani_bilican] »Gor bi gorê bavê we jî hema bînanî we nehecimtî bû, heta ko gihîşte mafê xwe û lêdan cergên wî kunkunî kirin.« [4731 cihani_bilican] Li ser vê gotinê çend kes li ser zaroyên Silêmanî sil bûn û bi tundî bersiva wî dan û xeberên wan li hevdu xweş nehat û pêş da devojenî hevdu bûn û li dû ra dujînên krêt bi hev dan û li peyê ra hêriş dane hev û bi pêsîra hevdu ra girtin. [4732 cihani_bilican] Ca bi destopişkbûna wan ra, ji her alî mêr û jin daketin herafê meydanê û her di gavekê da şer dest pê bû. [4733 cihani_bilican] Dutîretî kete nav êlê û herdu desteyên êlê li ber hev pelişîn û şer giran bû. [4734 cihani_bilican] Ta ko mîr û Mela Ehmed û Mela Hesen û Hesê Dûdêyî xwe pê ra gîhandin, ji her aliyan neh, deh serî û sî çil mil û parxan şkestin. [4735 cihani_bilican] dijminatî û dutîretiyeke mezin kete nava êla Mîr Elî Siwarani da. [4736 cihani_bilican] Li dû vî şerê giran ra Mîr û Hesê û Mela Ehmed şêvir danîn û ro kirin û pîvan, ta ko hatin ser wê biriyarê, ko zaroyan bişînin ba mala apanên wan. [4737 cihani_bilican] Ta ko bi şandina wan ew dijiminatî û dutîretiya li nîveka êlê da ji holê rabe û bi wê hindê avekî li ser wî agirî da bikin. [4738 cihani_bilican] Lê hê şêvra dîwanxanê kuta nebibû, ko Kerr û Kuliki xwe bi dayîka xwe ra gîhandin û jê pirsîn: [4739 cihani_bilican] » Werdê ma bavê me kî ye?« [4740 cihani_bilican] Bavê we Hesê ye. [4741 cihani_bilican] Na Werdê, bavê te nabe bavê me. [4742 cihani_bilican] Hesê bavê te ye, ne bavê me ye. [4743 cihani_bilican] Ya rast ji me ra bêje! [4744 cihani_bilican] Werdekê dîna xwe dayê taze kar ji karî bihorî ye. [4745 cihani_bilican] Taze neşê veşêre. [4746 cihani_bilican] Zaro pê hesiyan e. [4747 cihani_bilican] Ya baş ew e, ko ya rastî ji wan ra bêje. [4748 cihani_bilican] Werdekê bi neçarî destê xwe da bin çena xwe û serbihoriya xwe û Silêmanî û kuştina Silêmanî ji biçûkan ra şirove kir: [4749 cihani_bilican] Kerr û Kuliki ta kutayê guçkên xwe li gotinên Werdekê dagirtin. [4750 cihani_bilican] Qewimîn û serhatiya serên day û bavê wan weke perdeyekê li pêş çavên wan ra derbas bû, û herdukan pêkve gotin: [4751 cihani_bilican] »Dadê dilê xwe neke, êdî em li vira namînin. [4752 cihani_bilican] Karê xwe bike, emê herin bigîjin babistînên xwe. [4753 cihani_bilican] Emê herin bigîjin malbata xwe. [4754 cihani_bilican] Em êdî li bin tûmê xelkê da namînin.« [4755 cihani_bilican] Karê çi kurên min. [4756 cihani_bilican] Na dadê em êdî nikarin li vira bimînin. [4757 cihani_bilican] Em nikarin li bin tûmê xelkê da bimînin. [4758 cihani_bilican] Kurên min kîjan xelk? [4759 cihani_bilican] Xelkê çi? [4760 cihani_bilican] Hûn vaye li mala kalikê xwe da dimînin. [4761 cihani_bilican] Heft xalên we hene. [4762 cihani_bilican] Rast e ko heft xalên me hene. [4763 cihani_bilican] Kalikê me heye. [4764 cihani_bilican] Lê xal û kalik ji me ra nabin bab û babistîn. [4765 cihani_bilican] Kurên min babistînên we niha her we nas nakin. [4766 cihani_bilican] Ev e çendik û çend salin, ko bavê we ji wan qetiya ye. [4767 cihani_bilican] Her kesek li dû bavê we ra jî nehat. [4768 cihani_bilican] Hûn niha herin jî çi kes we nas nake. [4769 cihani_bilican] Çûyîna we bêçine ye. [4770 cihani_bilican] Li vê got û bêjê da bûn, ko Hesê li wan derket. [4771 cihani_bilican] Hesê jî hatibû ko bi zimanekî Werdekê serwext bike, da ko karê xwe bike û herdu kurên xwe hilde û here bigîje tîgelanên xwe. [4772 cihani_bilican] Ta ko bi çûyîna wê û zarokan ra avek li ser agirê dijminatî û dutîretiya ko li nîveka êla Mîrî da çê bibû, bê rijandinê. [4773 cihani_bilican] Gava ko Hesê hate jorê, Werdekê serê xwe kire ber xwe da. [4774 cihani_bilican] Herdu kurikan jî serên xwe daxistin. [4775 cihani_bilican] Kerrî lêva xwe dikot û li binî va li kalikê xwe dinihêrî. [4776 cihani_bilican] Hesê pirsî: [4777 cihani_bilican] »Çî ye we şêvir danî ye? [4778 cihani_bilican] Çî ye Werdek?!« [4779 cihani_bilican] Werdê li wê demê da ko derdikete derva, got: [4780 cihani_bilican] »Bavo tu bixwe di gel wan biaxive, belkû te karî, tu wan serwext bikî.« [4781 cihani_bilican] Hesê li nav çavên herdu nebiyên xwe nihêrî û pirsî: [4782 cihani_bilican] »Çî ye lawên min? [4783 cihani_bilican] Bêjin ka we xêr e?« [4784 cihani_bilican] Keri got: [4785 cihani_bilican] »Bavo em dixwazin tu me bişînî mala bavê me. [4786 cihani_bilican] Em dixwazin herin [4787 cihani_bilican] bigîjin babistînên xwe.« Her çend ko Hesê tişteke wisan ji Xudê dixwest, lê gava ko navê mala bavê û babistînan bihîst, soromoro bû û li cî da rûnişt. [4788 cihani_bilican] Te şûrek li Hesêyi [4789 cihani_bilican] bida, çipika xûnê jê nedihat. [4790 cihani_bilican] Guçkên wî, peleguhên wî, difina wî, eniya wî, uskura wî, wisan sor bibûn, te digot qay xûn e. [4791 cihani_bilican] Li dilê xwe da got: her rast gotine, ko golikên xelkê golikben bi dest mirovî va dimîne. [4792 cihani_bilican] Ker rabû ber bi wî çû û qesta destê wî kir. [4793 cihani_bilican] Hesêyi nehîşt, ko Kerr destê wî maç bike û gotê: [4794 cihani_bilican] »Lawo ez taze ji Laleşi nazivirim, ko tu destê min maçê dikî!? [4795 cihani_bilican] Bêjin ka we xêre? [4796 cihani_bilican] Kê çep li ber guçkên we xwendiye?« [4797 cihani_bilican] Her çend ko Hesêyi tiştekewisan ji Yezdanê xwe dixwest, lê li ber kiça xwe nedixwest, ko şêvira dîwanxanê li bal wan ser veke. [4798 cihani_bilican] Ewî dixwest hema istirînan bi destên wan derîne û wana bike destikê kêrê. [4799 cihani_bilican] Dîsan Kerrî bersiva wî da: [4800 cihani_bilican] »Bavo êdî em bi hemû tiştî hesiyan e. [4801 cihani_bilican] Werdekê piştî şerê îro hemû tişt ji me ra ser vekir. [4802 cihani_bilican] Êdî em nikarin li vê derê bimînin.« [4803 cihani_bilican] Di gel vê gotinê kela giriyê da qirika Kerrî û bû kûrîna wî û giriya. [4804 cihani_bilican] Bi girîna wî ra îskeîsk bi Kuliki jî ket. [4805 cihani_bilican] Li dû wî ra Hesê jî taba xwe neanî û ew jî giriya. [4806 cihani_bilican] Bi dengê girîna wan ra Kewê û Werdekê cil û bergên Silêmanî yên xûnavî anîn û dest bi girînê kirin û şîn danîn. [4807 cihani_bilican] Bi dengê şînê ra deste deste jin û mêr û kal û pîr li mala Hesêyi da berev bûn û piştî çend salan, ser ji nû şîna Silêmanî taze kirin. [4808 cihani_bilican] Nîveya dûyê, ya duwemîn meha havînê bû. [4809 cihani_bilican] Hîvê şîv xwaribû. [4810 cihani_bilican] Der û deşt, kor û kend, çî û gelî, ger û newal, herd û dol, zang û şikêr li ber ronahiya hîvê hatibûn nûrbarankirinê. [4811 cihani_bilican] Heyva çardê bînanî gemiyeke zîvîn, gemiyeke giran û tîjî, pir û serêj li nava deriyaya şîne esmanî da, bi aramî dilemiya û pêş da diçû. [4812 cihani_bilican] Te digot qay hajoyê wê xew lê ketiye û dihênije, yan li ber giraniya barî li ser sîngê deriyaya şîn da ditiltile. [4813 cihani_bilican] Hej û liv û tiltilîna wê bi çav dihate xûyanê. [4814 cihani_bilican] Hindek caran te digot qay li ser şepêlên tund ra derbas dibe û wekî taseke tijî şîr diçelqiya. [4815 cihani_bilican] Li rex û kojên esmanî da tek û tûk stêrên bêreng dûr va diçirûsîn. [4816 cihani_bilican] Şev dageriyabû. [4817 cihani_bilican] Sê çarêkên şevê bihorîbûn, çarêkek mabû. [4818 cihani_bilican] Heşt hêştirên qenterkirî; du ner, du lok, du buxur, nermeyayek û meciyek li ber derê mala Hesêyi yêx bibûn. [4819 cihani_bilican] Zaroyên mala Hesêyi xerîk bûn mala Silêmanî bar dikirin. [4820 cihani_bilican] Navmalî û cihaz û şikartên Werdekê, konekî çarstûnî û xîveta Silêmanî ya taybetî tevî çekên Silêmanî û Werdekê yên pehlewantiyê li hêştiran kirin. [4821 cihani_bilican] Taze stêra sibêdê li aliyê rojhelatê da nêzeyekê bilind bibû, ko heft siwar bi Werdekê ra li ber derê mala Hesêyi siwar bûn. [4822 cihani_bilican] Sê birayên Werdekê,Tajdînê dengbêj, Mîroyê kurê Mela Heseni, Kerr û Kulik tev siwar bûn. [4823 cihani_bilican] Bi suwarbûna wan ra, bû oreora hêştiran û şîhîna hesp û mehnegiyan. [4824 cihani_bilican] Ca bi wan dengana ra dengê şîn û girînê li ser mala Hesêyi ket. [4825 cihani_bilican] Bi dengê şînê ra komela zomê li ber derê mala apê Hesêyi berev bûn. [4826 cihani_bilican] Şîna mala Hesêyi kete nava êlê da jî. [4827 cihani_bilican] Malên hevhêsî yekê li dû yê dî gazî hevdu kirin û hevdu bi barkirina mala Werdekê hesandin. [4828 cihani_bilican] Li maweyeke kurt da civata mêr û jin û qîz û xort û kal û pîrên zomê li ber derê mala Hesêyi li dora qentera hêştiran û suwarên ko li ser oxirê bûn, çît girtin. [4829 cihani_bilican] Komela zomê bonetî Werdekê û cotên karxezalan xûn digiriyan. [4830 cihani_bilican] Pîngepînga Hesêyi bû, destmal dabû ber çavên xwe û digiriya. [4831 cihani_bilican] Te digot qay taze şîna Silêman û Ehmed Begiye. [4832 cihani_bilican] Dengên got û bêj û şîn û girînê tevî hev bibûn.Werdek ko hema wisan li ser pişta hespê xwe çik rawestabû, bi dengekî ko rehê girînê bi başî tê da diyar dikir, got: [4833 cihani_bilican] »Gelî civata hêja! [4834 cihani_bilican] Ez pir sipasê ji we dikim, ko hûn li vê şevê da bonetî min lêre berev bûne. [4835 cihani_bilican] Ez tikayê ji we dikim, ko li gerdena min aza bikin. [4836 cihani_bilican] Ez neçar im. [4837 cihani_bilican] Li min negirin. [4838 cihani_bilican] Ezê dîsan jî bêm û sera we bidim. [4839 cihani_bilican] Ez seriyan ji ser we naqetînim. [4840 cihani_bilican] Ezê herdu zaroyan jî car û bar bişînim xizmeta hewe. [4841 cihani_bilican] Li gerdena min belî bikin. [4842 cihani_bilican] Dey bi xatirê we. [4843 cihani_bilican] Malîava komela birêz!« [4844 cihani_bilican] Werdekê bi vê gotinê ra dehî hespê xwe kir û komel li ber tîş bû û jê ra rê vekirin. [4845 cihani_bilican] Qentera hêştiran bi heft Siwaran va dane dû Werdekê û li na-va zomê derketin û di gel gemiya zîvîne hîva çaredeşevî li nava heyveronê da cûm bûn û ber bi mala tîgelanê Werdekê rêketin. [4846 cihani_bilican] Werdek li seglaviya Silêmanî siwar bibû. [4847 cihani_bilican] Seglaviya Silêmanî lap pîr bibû. [4848 cihani_bilican] Limozên wê gewr dikirin. [4849 cihani_bilican] Bijiyên wê lev aliyabûn. [4850 cihani_bilican] Piştî kuştina Silêmanî, ev e cara yekê bû, ko ling li ser pişta wê diket. [4851 cihani_bilican] Seglaviyê pêş da toratî kir. [4852 cihani_bilican] Lê Werdeka pehlewan dizgîna wê berev kir û zengiyek lêda. [4853 cihani_bilican] Seglaviyê xwe berv kir û da rê. [4854 cihani_bilican] Hindî ko Werdek û hevalên wê bi komela zomê va dihatin xûyanê, komel hema wisan li ber derê mala Hesêyi rawestabûn û li koça Werdekê dinihêrîn. [4855 cihani_bilican] Werdek jî geh diçû û geh jî dizivirî û li dû xwe ra li zomê dinihêrî. [4856 cihani_bilican] Bi her pêngava seqlawiya xwe ra dilê wê giran û girantir dibû. [4857 cihani_bilican] Te digot qay çengan li dilê wê didin. [4858 cihani_bilican] Dilê wê dişewitî. [4859 cihani_bilican] Destê Werdekê ji malbava wê, ji civata wê, ji heval û hogir û av û ax û welatê wê nedibû. [4860 cihani_bilican] Dil nedikir ji êl û xizm û kes û karên xwe cuda bibe. [4861 cihani_bilican] Dilê wê pir birîn bû. [4862 cihani_bilican] Ketibû nîveka nal û bizmaran da. [4863 cihani_bilican] Dest ji malbaba xwe bikêşe, yan dest ji zaroyên xwe? [4864 cihani_bilican] Ew waye malbaba xwe di gel hezaran bîreweriyên tal û şirîn, cî da dihêle û ber bi ciyekî nenas, ciyekî ko li xewina şevan da jî nedîtiye, diçe. [4865 cihani_bilican] Lê berewajî wê Kerr û Kulik keyfxweş bûn. [4866 cihani_bilican] Li ber şabûna dil hebûn fir bidana. [4867 cihani_bilican] Werdek li pêşiyê û heft siwar û heşt hêştirên qenterkirî jî li dû, daketin hundurê Zanga Xûnê. [4868 cihani_bilican] Hîveronê der û deşt tijî kiribû. [4869 cihani_bilican] Gava ko daketin hundurê zangê li ber hurşehurşa ava şurikê bo demeke kurt çi tişt nebihîstin. [4870 cihani_bilican] Li rêka rex avê ra derbas bûn û giheştin zanboqa zangê. [4871 cihani_bilican] Li zanboqê ra bi rêz bihorîn û xwe dane devê hingivokê. [4872 cihani_bilican] Gava ko Werdek li ser hingivokê ket, li rex Kevirê Hirçê, li rê derket û rê ji siwarên li dû xwe ra û ji hêştiran ra vekir. [4873 cihani_bilican] Gava ko her heft siwar û qentera hêştiran li ber ra derbas bûn, Werdekê got: [4874 cihani_bilican] »Lêre rawestin!« [4875 cihani_bilican] Dengê Werdekê hatibû guhestinê. [4876 cihani_bilican] Gava ko siwar û qentera hêştiran rawestan, Werdekê berê xwe li ser herdu kurên xwe da kir û gote wan: [4877 cihani_bilican] »Lawo! [4878 cihani_bilican] A, ev dera Kevirê Hirçê ye. [4879 cihani_bilican] Zanboqa Zanga Xûnê jî hemîn hûn divê binasin, ev dera ye. [4880 cihani_bilican] A, bavê we û Ehmed Begê Mîr û Miho û Remo pehlewan li vê derê bi dexesî û xinizî hatin kuştinê. [4881 cihani_bilican] Ta roja îro jî kes nizanê, kanê kîj dexesî ev sosreta giran li ser me da anî.« [4882 cihani_bilican] Ker û Kuliki nizanîn yê çi bersiva dayîka xwe bidin. [4883 cihani_bilican] Zaroyan ustuyên xwe xwar kiribûn û bi çavên zil, çûr mabûn li kuştingeha bavê xwe dinihêrîn û nizanîn yê çi bikin.. Tajdînê dengbêj berê xwe li ser Werdekê da kir û gotê: [4884 cihani_bilican] »Werdek tu çima wan zaroyana nevehisiyayî dikî? [4885 cihani_bilican] Divê ya ko te qet ew yeka li ser vê oxirê negota wan.« [4886 cihani_bilican] Lê Werdekê got: [4887 cihani_bilican] »Na mamê Tajdîn, zaro gereke bizanbin, ka çi hatiye serê bavê wan û bavê wan li kî derê û bi destên kê hatiye kuştinê.« [4888 cihani_bilican] Tajdinî bersiva wê da: [4889 cihani_bilican] »Tu rast dibêjî, lê li vê dema şevê da, li ser vê oxirê, divê te negota wan. [4890 cihani_bilican] Te dikarî paşê ji wan ra bigota.« [4891 cihani_bilican] Lê Werdekê nepejirand û got: [4892 cihani_bilican] »Na mirovî debê zaroyan bi her tiştî bihesîne.« [4893 cihani_bilican] Îca bi gotina xwe ra dehî seglawiya xwe kir û kete ser rê. [4894 cihani_bilican] Siwaran dane dû Werdekê. [4895 cihani_bilican] Werdekê berê seglaviyê ber bi milê çepê, ber bi geliyî zivirand. [4896 cihani_bilican] Jor da li ser geliyî da şiqitîn. [4897 cihani_bilican] Heyveronê bi meqesa reş û ron gelî kiribû du pirtikan. [4898 cihani_bilican] Sîbera çiyayên milê çepê daketibû ser geliyî û nîvê geliyî di sîberê da cûm bibû. [4899 cihani_bilican] Koça Werdekê hêdî hêdî li ber sîtavkê dakete jêr siya reşe çiyayên milê çepê. [4900 cihani_bilican] Gava ko daketin hundurê geliyî, nermebayekî vizandê. [4901 cihani_bilican] Eva bayê sibêdê bû. [4902 cihani_bilican] Aveke zirav li nîveka geliyî ra berjêr dişûlikî. [4903 cihani_bilican] Dengê zengilê nerê Pêşeng, tevî tembûra dengê avê bibû. [4904 cihani_bilican] Rêbwar hemû tev jor da daketin biniya geliyî. [4905 cihani_bilican] Geliyekî kûrî dûr, hindî hesp û hêştir dikudandin û pêş da diçûn, gelî kuta nedibû. [4906 cihani_bilican] Barê hêştiran li ser pişta wan bînanî hêlikanan dihejikîn. [4907 cihani_bilican] Bi seûgura sibê ra, gelî li pişt xwe ra hêlan û bi ronahiya berbangê ra daketin deşteke vekirî. [4908 cihani_bilican] Hindî çavan didît, deşt ber va diçû. [4909 cihani_bilican] Li rê da hindî ko Werdekê çil û çî, newal û gelî, herd û dol, girik û topik, herde û kulot, raz û rewez, zang û zaxe, kevir û kuçik, der û deşt, banî û bêlan, kêş û berkêş nas dikir, ewan bi herdu kurên xwe ra dinasand û şirove dikir: [4910 cihani_bilican] A, ew çiyayên hanê çiyayên Çirîşê ye. [4911 cihani_bilican] Ew kevirên hanê, ko serên wan li pişt çiyayê Çirîşê ra tê xûyanê, şargên Qulduran e. [4912 cihani_bilican] Ew pêş da şargê rêbiran bûn. [4913 cihani_bilican] Rêbiran dihatin karwanî dişêlandin û li dû ra diçûn li wan rizdeberane da şarge digirtin. [4914 cihani_bilican] Lê kalkê we Hesê bi çend pehlewanên mala Mîrî ve şevekê li ser wan da girtin û ew hemû dîl kirin û anîn dîwana Mîrî. [4915 cihani_bilican] Li dû ra hemûyê li ber destê Mîr û Mela sûnd xwarin, ko êdî dizî û rêbiriyê nekin. [4916 cihani_bilican] Mîr jî ewan hemû aza kirin. [4917 cihani_bilican] Li dû wê hindê ra, ta roja îro êdî kesî li van rêkana da rêbir nedîtine. [4918 cihani_bilican] A, ew rewezên hane bilind, ko serên wan bizorê têne xûyanê, ew jî mexelên pezkûviyan e. [4919 cihani_bilican] A ji wê besta li bintara çiyayê Çirîşi ra jî, besta dirîreşkan dibêjin. [4920 cihani_bilican] Bi vî cureyî ewê zaroyên xwe di gel erdê welatê wan nasiyar dikir. [4921 cihani_bilican] Werdekê digot: [4922 cihani_bilican] »Zor pêdiviye ko mirovî erdê welatê xwe bi başî nas bike. [4923 cihani_bilican] Welat dayîk [4924 cihani_bilican] e. [4925 cihani_bilican] Mirovên bê welat bêdayîkin. [4926 cihani_bilican] Her kesê ko welatê xwe baş nas neke, qet bila dayîka xwe jî nas neke. [4927 cihani_bilican] Her kesê ko welatê xwe xoş nevê, bila dayîka xwe jî xoş nevê.« [4928 cihani_bilican] Koça Werdekê ber bi mala tîgalanê wê dikudand û êwir bi êwir li rê da li ser kaniyan, yan li guherên ko kûşkê dûrî rêyan bûn, dadinîn û bêhna xwe distandin. [4929 cihani_bilican] Êdî ewan cî û warên nas li pişt xwe ra hêlabûn. [4930 cihani_bilican] Ketibûn besteke nenas. [4931 cihani_bilican] Lê li rê dernediketin û gewriya rê ra girtibûn û dikudandin. [4932 cihani_bilican] Werdekê li her derfendê wec werdigirt û li rêvîng û rêbwaran, ji kariwanî û şivan û gavan û revîvanan pirsiyara rê û dirban dikir. [4933 cihani_bilican] Werdekê digot: Mirov bi pirsiyaran digîhêje cî û waran. [4934 cihani_bilican] Piştî çendîn êwirgehan şeqî û mandî li toz û gemarê da vemayî, xwe bi zozanên bilind ra gîhandin. [4935 cihani_bilican] Li devê geliyekî kûr da rastî karwanekî hatin. [4936 cihani_bilican] Karwanekî giran, pêk hatî ji dused, sêsed gayên barbir û hesp û hêstir û hêştiran. [4937 cihani_bilican] Werdekê seqlaviya xwe zengî kir û ber bi wî karwanî çû. [4938 cihani_bilican] Silav li serekê karwani kir û paşî xoşbêjiyê, pirsiyara mala Emer axayî jê kir. [4939 cihani_bilican] Serekkarwanî du, sê caran navê Emer axayî li ber xwe da anî û ridêna xwe xurand û got: [4940 cihani_bilican] »Hûn divê ko li wî geliyê hêstirkoji ra derbas bibin û li çiyayê hanê ra, a... ew çiyayê hanî serkever ra ko dibêjinê karwanbizdîn, derbas bibin. [4941 cihani_bilican] Li pişta wî çiyayî deşteke vekirî ye. [4942 cihani_bilican] Hûn ko daketin deştê, hûnê rastî çemekî boş bên. [4943 cihani_bilican] Hûn ko li çemi ra derbas bûn, wî alî çemi kewşenê êla Emer axayiye. [4944 cihani_bilican] Lê debê hûn xwe li gêdûka wî çiyayî, çiyayê karwanbizdîn baş biparêzin. [4945 cihani_bilican] Bagera wî çiyayî havîn û zivistan her berdewam e...« [4946 cihani_bilican] Werdek û serekê karwanî li axiftinê da bûn ko pêroyên herdu destê li hev asê bûn û li hev qelibîn. [4947 cihani_bilican] Hindik mabû, ko koça Werdekê li nav xûlê hêştir û revoyên hesp û hêstiran da bezir bibin. [4948 cihani_bilican] Tajdînê dengbêj bi hevalan va xwe dane pêşiya koçê, ta ko kariwan li ber wan ra kişiyan û kuta bû, paşê ewan daketin ser rê. [4949 cihani_bilican] Rê li hundurê geliyî ra derbas dibû. [4950 cihani_bilican] Li ber devê geliyî rê zirav û teng dibû. [4951 cihani_bilican] Bintara rê kendalekî kûr bû, ko lêkendê lê dabû qelaştibû û deh, danzdeh gazan kûr kiribû. [4952 cihani_bilican] Binê kendalî tijî bû li hestikên hesp û hêstiran. [4953 cihani_bilican] Li fêza rê da jî durust li hemberî wî kendalî zinarekî bilind bi bilindaya bîst sî gazan ber bi pêrê esmanî hilkişiyabû. [4954 cihani_bilican] Kevirê wî zinarî kevirên reşe pirxonekî bûn. [4955 cihani_bilican] Li ber ba û baranê, carê kevirek jê diqoqilî û girêlî binê gêliyî dibû. [4956 cihani_bilican] Ca eger li wê demê da rêvîngek yan kariwanek li wir ra derbas biba, li derbên pangewêran rizgar nedibûn. [4957 cihani_bilican] Koça Werdekê bi hemmet li binê zinarê reş ra ketin hundurê geliyê hêstirkoj. [4958 cihani_bilican] Berî nîvro bû, ko berê xwe dane geliyê hêstirkoji, êvarê ra li ser geliyî ketin û li pêsîra çiyayê kariwanbizdîni ra derbas bûn. [4959 cihani_bilican] Rêka pêsîra çiyayê karwanbizdêni wekî pêlekenan bû. [4960 cihani_bilican] Werdek kete pêşiyê û yên dî dane dû wê û li ser kevirên pêlekenkî ra bi hemmet derbas bûn. [4961 cihani_bilican] Gava ko gihîştin serê qûça çiyayê kariwanbizdînî, ba û bagerê dest pê kir. [4962 cihani_bilican] Bayekî hind tund divizandê, ko dil hebû Siwaran ji xana zîni rake û bavêje erdê. [4963 cihani_bilican] Bi lez û bez li serê qûçê ra daketin aliyê dî. [4964 cihani_bilican] Her alî çiyayên bilind û serkever dihatin xûyanê. [4965 cihani_bilican] Li nava rizdeberekî şîn ra derbas bûn û berê wan kete serberjêrekî tund. [4966 cihani_bilican] Bi hezar êş û azaran va li wî berjêrî ra daketin binê deştê. [4967 cihani_bilican] Çemekî giran li naverasta deştê da bi çivane weke marekî birîndar li ba dibû û ber bi binê deştê layê rastê dişûlikî. [4968 cihani_bilican] Tarî ketibû erdê, ko xwe gîhandin rex wî çemî. [4969 cihani_bilican] Li wî alî çêmî êleke giran, ko çi ji êla Mîr Elî Siwarani nedima danîbû. [4970 cihani_bilican] Koça Werdekê wê şevê li rex çemî êwirîn û herdu birayên Werdekê yên mezin wê şevê ta sibêdê bi gered zêrewanî kirin. [4971 cihani_bilican] Bi lêdana tavê ra, Tajdîn û Mîro û her sê birayên Werdekê, mala wê li hêştiran bar kirin û ew û cotên kuran va ta ber devê çemî anîn û li wê derê bi çavên şil û dilên kul malavayî ji hev kirin. [4972 cihani_bilican] Çunku Mîr Elî Siwarani li ber kuştina Silêmanî, sipartibû wan, ko neçin nava êla Emer axayî. [4973 cihani_bilican] Hevalên Werdekê piştî malavayiyê dîsan ew riya ko tê ra hatibûn, dane ber xwe. [4974 cihani_bilican] Koça Werdekê jî ji çemi derbas bû û ber bi êla Emer axayî lipitî. [4975 cihani_bilican] Tav şirîn bibû, ko koça Werdekê xwe da biniya malan. [4976 cihani_bilican] Koç hêdî hêdî û melûlmelûl ber bi konan diçû. [4977 cihani_bilican] Werdek li pêşiyê bû û Kerr û Kulikî jî xwe dabûne dû qentera hêştiran. [4978 cihani_bilican] Koçê nêzîkî bi êlê kiribû, ko mirovik ji nav konan derket û hate pêşiya wan û pirsî: [4979 cihani_bilican] »Xûşkê pirsiyar bêxewşe. [4980 cihani_bilican] Hûn ji kû tên û hûnê kû da herin?» [directspeech cihani_bilican] Eva mala Silêmanê Silîvî ye. [4981 cihani_bilican] Ew herdu yên hanê jî kurên wîne. [4982 cihani_bilican] Em hatine bigîjin Emer axa û Mamê Îsi. [4983 cihani_bilican] Mala Silêmanê Silîvi?! [4984 cihani_bilican] Erê, mala Silêmanê Silîvi. [4985 cihani_bilican] Peya bi guj ji bal wan ber bi mala Emer axayî zivirî. [4986 cihani_bilican] Koçê xwe dabû nav malan. [4987 cihani_bilican] Werdek li ber serê nerê Pêşeng rawestabû, ko gultegulte xelkê zoma Emer axayî li ser serê wan da berev bûn. [4988 cihani_bilican] Kuro dibêje mala Silêmanê Silîvi ye. [4989 cihani_bilican] Kuro zû mizginiyê bidin Mamê Îsi, bêjinê zû were Silêman hat. [4990 cihani_bilican] Kuro lê Silêman ta niha li kêderê bû? [4991 cihani_bilican] Kuro me cîhan têk da, me ew nedît. [4992 cihani_bilican] Dîsan baş e waye bixwe hatiye. [4993 cihani_bilican] Werdê jî hema wisan bêdeng û seda li pêşiya hêştiran rawestabû, û nedihîşt hêştir pêş da herin. [4994 cihani_bilican] Kerr û Kulik jî li ser pişta hespan li dû koçê rawestabûn. [4995 cihani_bilican] Kalemêrekî pişthoçik serqut û pêxwas ew civata ko dora koça Werdekê ra çît girtibûn, jêk tîş kir û bi pelepel pirsî: [4996 cihani_bilican] Ka Silêman? [4997 cihani_bilican] Ka Silêman? [4998 cihani_bilican] Werdekê, hema wisan li pêşiya hêştiran rawesta yî, got: [4999 cihani_bilican] Ez xîzana wî me. [5000 cihani_bilican] Ew herduyên hanê jî kurên wî ne. [5001 cihani_bilican] Lê ka Silêman? [5002 cihani_bilican] Ew herduyên hanê kurên Silêman în. [5003 cihani_bilican] Li wê demê da Kerr û Kulik li nava koma mirovan da, ji hespan peya bûn. [5004 cihani_bilican] Mamê Îsi xwe bi wan ra gîhand û herdu kurik himêz kir û ramûsî û pirsî: [directspeech cihani_bilican] Lê ka bavê we? [5005 cihani_bilican] Lê ka Silêman? [5006 cihani_bilican] Herdu zarok bêdeng man. [5007 cihani_bilican] Mamê Îsi li ser Werdekê da zivirî û bi pelepel pirsî: [5008 cihani_bilican] Lê ka Silêman ? [5009 cihani_bilican] Lê ka Silêman? [5010 cihani_bilican] Serê Werdekê li ber da, got; [5011 cihani_bilican] Serhatî dûr û dirêj e. [5012 cihani_bilican] Ezê ji we ra bi hûrgilî şirove bikim. [5013 cihani_bilican] Li dû wê gotina Werdekê ra Mamê Îsi li pêşiya wan ket û tev çûne nav malan. [5014 cihani_bilican] Çend mêran rahêlan hêştiran û hêştir yêx kirin û barê wan vekirin. [5015 cihani_bilican] Werdek û Kerr û Kulik tevî gulta mêr û jinan çûne mala Mamê Îsi. [5016 cihani_bilican] Li gavekê da hundurê konê mala Mamê Îsi ji komelê pingirî. [5017 cihani_bilican] Werdekê keserek kûr rahêla û serhatiya xwe û Silêman û cotên kuran bi hûrgilî ji wan ra şirove kir. [5018 cihani_bilican] Pîngepîng kete hundurê konê mala Mamê Îsi. [5019 cihani_bilican] Şîn û şayî tevî hev bibû . [5020 cihani_bilican] Mala Werdekê li rex mala Mamê Îsi danîn û konê çarstûnî û çadira Silêmanî ya taybetî li rex hev vegirtin. [5021 cihani_bilican] Şîn û serexoşî taze kirin. [5022 cihani_bilican] Dîtin û serlêdan dest pê bû. [5023 cihani_bilican] Îsê Mîrî, mamê Silêmanî lap kal bûye. [5024 cihani_bilican] Ridîna wî ya çîle kever dadikeve ser çokan. [5025 cihani_bilican] Pişta wî xwar bûye, bûye gopal. [5026 cihani_bilican] Êdî ew gencê ko dilê qîz û bûk û zeriyan li ser dixeriqî, bûye kalemêrekî pişthoçik. [5027 cihani_bilican] Yek kiriye du, du kiriye sê. [5028 cihani_bilican] Dûr nêzîk kiriye. [5029 cihani_bilican] Guçik lê giran bûne. [5030 cihani_bilican] Gelek caran gava ko bixwaze ji cî rabe, bixwe nikarê, gereke bi milên wî ra bigirin û ewî ji cî rakin. [5031 cihani_bilican] Ew bejin û bala şûşman bûye gopal. [5032 cihani_bilican] Çemiyaye. [5033 cihani_bilican] Ridîna wî tu dibêjî qay lûfikek pemboyê veçirandî ye. [5034 cihani_bilican] Cotên birûyên wî ko li dema lawîniyê da weke perên reş dalaşan diteyîsîn, niha weke du kuliyên berfê lê hatine. [5035 cihani_bilican] Ew gelekî zû pîr bibû. [5036 cihani_bilican] Pîrbûneke ne li demê da lê ser dabû. [5037 cihani_bilican] Hindekan digotin, ko mamê Îsi kula bav û bira û biraziyê xwe kire dilê xwe, lewra weha zû pîr bû. [5038 cihani_bilican] Hindekan jî digotin, ko jinka wî Xecîc li xeberdaniya wî da nîne, lew ra. [5039 cihani_bilican] Her yekê tiştek digotin. [5040 cihani_bilican] Îsê Mîrî li temenekî hindik da bibû kalekî helêlî. [5041 cihani_bilican] Lê berewajî wî Emer axa roj bi rojê genc û genctir dibû. [5042 cihani_bilican] Di gel vî halî dîsan çawa be, gereke Îsê Mîrî rojê danekî here dîwanxana Emer axayî. [5043 cihani_bilican] Qet nebe hema rojê danekî, here ber derê dîwanxanê û li ser piyan ji Emer axayî bipirse, ka çi kar pê tuneye û paşê bizivire mala xwe. [5044 cihani_bilican] Emer axa wisan nîşanî komelê dide, ko giştî kar û barên dîwanxanê bêy şêvra Îsê Mîrî nabe û naqede, û ew li xeberdaniya Mamê Îsi dernakeve. [5045 cihani_bilican] Lê ya rastî tiştekedî bû. [5046 cihani_bilican] Ji layekî dî va Emer axayî kurê Mamê Îsi, Neimet ko xwarziyê wî ye, ji xwe ra kiriye berdestk. [5047 cihani_bilican] Neimetê Îsi tim û tim li dîwanxanê da ye. [5048 cihani_bilican] Giştî karên dîwanxanê, ji nanê mêvanan bigire ta qawe û cî û nivîn û pejirandina giştî û hat û çûya mêvanên derekeyî li destê Neimetî da ye. [5049 cihani_bilican] Bi kurtî ew bûye berpirsê kar û barên dîwanxanê yê pejirandinê. [5050 cihani_bilican] Neimetê Îsi li nav mala Emer axayî da destûrdayî ye. [5051 cihani_bilican] Ew xwarzayê axayî ye û mehremê mala wî ye. [5052 cihani_bilican] Her tenê ew dikare here aliyê malê, nava jin û zaran. [5053 cihani_bilican] Ew dikare destûra xwerekê bide. [5054 cihani_bilican] Ew dikare çavên xwe li heremseraya Emer axayî bigerîne. [5055 cihani_bilican] Gel heremên wî biaxive û heylo yarî û laqirdiyan jî bike. [5056 cihani_bilican] Neimetê Îsi sî salên xişt li pişt serê xwe ra hêla ye. [5057 cihani_bilican] Ew yekî pixtikî, kudûz û bejinbihostî ye. [5058 cihani_bilican] Çi kes salixan nade, ko yekî li bejin û bala wî da, li qeyafetê wî da, li nav binemala wan da hebûye. [5059 cihani_bilican] Ustuyê wî wisan kurt e, mirov dibêje qay serê wî li nîveka herdu milên wî da gîr kiriye û nîvê wî maye û hê derneketiye. [5060 cihani_bilican] Cotek çavên zeregir li bin eniya wî ya gocgoce da bera mirovî li ser xwe da radikişîne. [5061 cihani_bilican] Cotek çavên zeregir, tu dibêjî qay cotek çavên kundane, ko bi dest di korika çavên wî da çandin e. [5062 cihani_bilican] Li ser wê kudûzî û bejinbihostiya xwe ra, yekî çarşanî, qelewî bi zend û bende jî. [5063 cihani_bilican] Her tipileke wî weke çiqileke pîredarên palûtê kurt û stur û hişkolekîne. [5064 cihani_bilican] Li ser vê demê ra Neimetê Îsi mêrê du jinan e jî. [5065 cihani_bilican] Lê ewî bixwe her dem li bereviya heval û hevtemenên xwe da digot, ko herdu jin jî bi dilê wî nînin. [5066 cihani_bilican] Yek hê ew gencekî tazegiheştî bû, hê tiştek ji zewacê nedizanî, bavê wî jê ra xwestibû. [5067 cihani_bilican] Ya dî jî Emer axayî li wî bar kiribû. [5068 cihani_bilican] Emer axayî gotibû: Neimet! [5069 cihani_bilican] Here min kiça Evdalî da te. [5070 cihani_bilican] Êdî ewî jî, neşiyabû bêdiliya Emer axayî bike. [5071 cihani_bilican] Nekarîbû gotinekê li ser gotina Emer axayî ra bêje. [5072 cihani_bilican] Eger bigota na xalo, ez naxwazim, dê li ber çavên xalo biketa. [5073 cihani_bilican] Dê li ber çavên Emer axayî reş biba. [5074 cihani_bilican] Êdî destên wî yê ji guliyên daran biqetiya. [5075 cihani_bilican] Êdî piyên wî yê ji dîwanxanê û heremserayê bihata birînê. [5076 cihani_bilican] her bi gotina Emer axayî ra şandibû xazginî û kiça Evdalî ji kîsî xalê xwe ji xwe ra anîbû. [5077 cihani_bilican] Lê her li yekimîn şeva zewacê da, her li şeva zavatiyê da, ava wî û Seyrê li cowekê da neçû ko neçû. [5078 cihani_bilican] Her li şeva zavatiyê da bibû gêra wî û Seyrana Evdalî. [5079 cihani_bilican] Ca xelkê li vê barê da gelek gotinênên cur be cur digotin. [5080 cihani_bilican] Hindî ko neimetê Îsi bibû mêrê du jinan, kêm diçû mala xwe. [5081 cihani_bilican] Gelek şevan bi hecetên cur be cur li dîwanxanê da dima û li bal qawegerînan li goşeyek dîwanxanê da carcimek li serê xwe dialand û radiza. [5082 cihani_bilican] Îca li ber rûyê xwe da digot, wakî ez li bal qawegerînan nemînim, qawegerîn neşên baş kar û barên dîwanxanê û amadekirina qawê cî bi cî bikin. [5083 cihani_bilican] Ez neçarim li bal wan bimînim. [5084 cihani_bilican] Lê xelkê li bara wî da hindek tiştên dî digotin. [5085 cihani_bilican] Digotin, ko jinên wî serî li ber dananên. [5086 cihani_bilican] Jê ditirsin. [5087 cihani_bilican] Şev neşên di gel da bihewin. [5088 cihani_bilican] Ji qeyafetê wî ditirsin. [5089 cihani_bilican] Ji bejina wî ya kudûz û ji çavên wî yên bûmikî ditirsin. [5090 cihani_bilican] Her yekê li bara wî da gotinek digot. [5091 cihani_bilican] Pişka zore wan gotinan jî dijî hevdu bûn. [5092 cihani_bilican] Her çend ko Neimetê Îsi li panzdeh saliyê da zewicîbû, lê ta roja îro hê jî nebibû xudanê biçûkekê. [5093 cihani_bilican] Ew bê ewled û bê tewled bû. [5094 cihani_bilican] Li ber vê hindê Neimet dîsan jî her çavên xwe li jinikan digerand. [5095 cihani_bilican] Dîsan jî her li hizra jinînanê da bû, da ko kurdûnda nebe. [5096 cihani_bilican] Lê devê xelkê doxîna şalê mirovî nîne, ko mirov girê bide. [5097 cihani_bilican] Xelkê li bara bêzarûtiya Neimetê Îsi da jî hindek tiştên dî digotin. [5098 cihani_bilican] Ewan digotin Neimet xurgun e. [5099 cihani_bilican] Hegera bêdûndatiya wî, her ji wî bixwe ye. [5100 cihani_bilican] Ji Neimet bixweye, ko biçûkê wî nabe. [5101 cihani_bilican] Çawa heba, hema ji du jinan yekê ber bigirta, yekê pê bima. [5102 cihani_bilican] Li herdu jinikan her yekê duhala biba. [5103 cihani_bilican] Guneh li stuyê gotiyan be, hindekan jî digotin, ko herdu jinên wî jî hê kiçin. [5104 cihani_bilican] Digotin eva jina wî ya mezin, Xemê gotibû. [5105 cihani_bilican] Heylo wê salê, dema ko bibû şerê Neimet û Xemê, û Neimeti li Xemê dabû, serê Xemê li du ciyan da şkandibû, Xemê bi xûna serê xwe va, li wê demê da ko xûn bi xavik û fîstanên wê va rêz bibû, bi dujûn û kirêtiyên ne li rê, ji mala wî derketibû û xwestibû here mala bavê xwe. [5106 cihani_bilican] Hînga Xemê gotibûyê, tu çima mêrî. [5107 cihani_bilican] Wekî tu mêr bay, çima ez ta niha kiç dimam. [5108 cihani_bilican] Dema ko Neimeti ev gotinana ji devê Xemê bihîstibû, dabû xencera xwe û rikêfî ser Xemê kiribû, ko bikuje. [5109 cihani_bilican] Lê navmalî û berdestkan xwe avîtibûn nîvekê û nehêlabûn. [5110 cihani_bilican] Xemê jî qet ji ber wî nerevîbû. [5111 cihani_bilican] Hema wisan li ber rawestabû û dujûn û gotinên ne li rê li wî bar kiribû. [5112 cihani_bilican] Neimeti xwe li nav destên rêncber û berdestikan da çirçirandibû. [5113 cihani_bilican] Lê nekarîbû xwe li nav destên wan da derîne. [5114 cihani_bilican] Ta ko hawarî dabûn Mamê Îsi, û Mamê Îsi xwe pê ra gîhandibû, sexera Neimeti biribû û li ber Xemê geriyabû û ew aş kiribû. [5115 cihani_bilican] Mamê Îsi bi milê Xemê ra girtibû, û ew biribû xîveta xwe û bi destên xwe pîşo çêkiribû û danîbû ser birînên serê Xemê. [5116 cihani_bilican] Li dû ra xeka şekiri li ser pîşo reşandibû û serê Xemê dabû girêdanê û ew li xîveta xwe da razandibû. [5117 cihani_bilican] Hindî ko ew şera qewimiye, Neimet gelekî kêm diçe mala xwe. [5118 cihani_bilican] Êdî ewî kîna Xemê kiriye dilê xwe. [5119 cihani_bilican] Gava ko xeber tê li ser xeberê, dibêje: [5120 cihani_bilican] »Xemê jineke zarçors û xebersar û zimanreq e. [5121 cihani_bilican] Ez hejî wê nakim. [5122 cihani_bilican] Seyran jineke baş û bi toreye. [5123 cihani_bilican] Jineke ziman qend û zarşirîne. [5124 cihani_bilican] Jineke dilhebîne.« [5125 cihani_bilican] Lê xelkê digotin: [5126 cihani_bilican] »Qet Seyran jî çi rûyî nade Neimeti. [5127 cihani_bilican] Ew jî ji Neimeti direve. [5128 cihani_bilican] Jê ditirse. [5129 cihani_bilican] Keyf pê nayê. [5130 cihani_bilican] Lê herdu jî darên şkestîn e. [5131 cihani_bilican] Nikarin tişteke bikin. [5132 cihani_bilican] Ne dikarin xwe bidin berdanê, ne jî dikarin li dijî deb û şopên heyî bilivin. [5133 cihani_bilican] Neçarin hema temenekê li wî agirî da bimînin û bişewitin.« [5134 cihani_bilican] Lê hindek jî dibêjin ko Neimeti li mala xalê xwe da tiştek diye, lewranê dil nade ji mala xalê xwe dûr bikeve. [5135 cihani_bilican] Erê li mala Emer axayî da, li pişt çît û perdan da, li heremseraya taybetî da, kiçek heye. [5136 cihani_bilican] Ca kiç, çi kiçe! [5137 cihani_bilican] Kiç wekî hûrî û periyane. [5138 cihani_bilican] Ev kiça ciwan û xweşik, ev canika nazenîn, ko dibêje hîvê tu dernekeve, ezê derkevim, tavê tu dernekeve, ezê derkevim, kiça Emer axayî ye. [5139 cihani_bilican] Navê wê Perîşan e. [5140 cihani_bilican] Perîşan bînanî çirayekê vêdikeve. [5141 cihani_bilican] Xanimeke ji xwe zêde ye. [5142 cihani_bilican] Perîşan hê nebûye çarde salî, hê zaro tê hejmarê, lê nav û deng belavî cîhanê kiriye. [5143 cihani_bilican] Li ser bedewetiya Perîşanê ra kiç nehatine cîhanê. [5144 cihani_bilican] Ca di gel vê ciwanetiyê Perîşan kiçeke pir toredar û têgiheştiye jî. [5145 cihani_bilican] Qewlî gotî xeber bi misqalê ji devê Perîşanê ra derdikeve. [5146 cihani_bilican] Perîşan ko dimeşe, tu dibêjî çîlkewa çiyayê Elegezê ye. [5147 cihani_bilican] Mirov dil nade çavên xwe li ser wê û rewta wê hilîne. [5148 cihani_bilican] Bejina wê bilind û navtenga wê bihostek û çar tilî ye. [5149 cihani_bilican] Çavên wê weke qetrana Kewanê Qîrê reş û zîlin. [5150 cihani_bilican] Birûyên kewanî, eniya meydanî, sûretê sore sipî li para va têne xûyanê. [5151 cihani_bilican] Xaleke angorî nîskekê jî li ser hinarikê rûyê wê yê aliyê çepê da ye. [5152 cihani_bilican] Xal wisan sore, tu dibêjî çipika xûnê ye. [5153 cihani_bilican] Perîşan wisan nazik û nazenîne, ko av li gerdenê da û mejî li tiliyan da tê xûyanê. [5154 cihani_bilican] Tu dibêjî qay Xudê giştî bedewetî û ciwantiya li ser rûyê cîhanê kiriye du paran, parek daye giştî cîhaniyan, û parek jî daye Perîşanê tenê. [5155 cihani_bilican] Kê dibîne, hişê xwe ji dest dide û mit û mat dimîne û li wê û ciwantiya wê dinê re. [5156 cihani_bilican] Ta hînga gelek xort li ser bedewetiya Perîşanê dîn û şêt û şeyda bibûn. [5157 cihani_bilican] Lê newêrîbûn ewê li bavê wê bixwazin. [5158 cihani_bilican] Emer axa êdî bibû Mîrê navçê. [5159 cihani_bilican] Tenê Mîran dikarî dawa kiça wî bikirana. [5160 cihani_bilican] Nav û dengê Perîşanê balavî axarê cîhanê bibû. [5161 cihani_bilican] Navê wê bibû pirzika li ser zimanê gelek xortên tazegiheştî. [5162 cihani_bilican] Hindî ko Perîşanê nav û deng belavî cîhanê kiriye, Neimet zêdetir diçe aliyê malê. [5163 cihani_bilican] Carê bi berhaneya tiştekêdiçe aliyê malê. [5164 cihani_bilican] Carê kêmasiyeke qawexana dîwanxanê dike berhane û diçe heremseraya xalê xwe. [5165 cihani_bilican] Kilîdên kîler û qotiyên xwarebarê hemû li destê Perîşanê da ye. [5166 cihani_bilican] Neimet her gava ko diçe aliyê malê tiştekê bîne, du tiştan ji bîr ve dike û dîsan dizivire aliyê malê. [5167 cihani_bilican] Li ber Perîşanê radiweste û bi zimanekî pelte û lalome pê ra xeber dide û kêmasiyên qawexana dîwanxanê jê dixwaze. [5168 cihani_bilican] Şekir, qend, qawe, fîncan û feyfûrî, karê şîv û firavîna mêvanan... [5169 cihani_bilican] Lê Perîşan qet aviran jî nade wî. [5170 cihani_bilican] Dike pêkenîkê keniz û kulfet û berdestikan. [5171 cihani_bilican] Hindî ko Perîşan bi wê rewşa Neimetê Îsi, kurmetê xwe, hesiya ye, nav li kenizan da ye, wî ya dikin tirane. [5172 cihani_bilican] Yên ko kumê wî direvînin. [5173 cihani_bilican] Yên ko pişta wî dişiqitînin. [5174 cihani_bilican] Yên ko devên xwe lê xwar dikin. [5175 cihani_bilican] Yên ko tiştan davêjin ber piyên wî û ewî li ser kelle li erdê didin. [5176 cihani_bilican] Li demên weha da, Perîşan diroda xwe li carî û kinizan tûre dike û dibêje, çi karên we bi Neimetê metê neketibe. [5177 cihani_bilican] Hindî dem li ser ra derbas dibe, Neimet zêde û zêdetir evîna Perîşanê li nav dilê xwe yî pir kul û birîn da dinitilîne. [5178 cihani_bilican] Ta ko rojekê taba xwe nayîne û dibêje kenizekê: [5179 cihani_bilican] »Bêje xanima xwe bila min bike!« [5180 cihani_bilican] Bi vê gotinê ra keniz hemû lê berev dibin. [5181 cihani_bilican] Komê wî direvînin. [5182 cihani_bilican] Şalê wî dişiqitînin. [5183 cihani_bilican] Şûtika wî vedişêrin. [5184 cihani_bilican] Neimet bi neçarî serqot û bêşûtik dizivire mala xwe û kumê xwe yê dî dide serê xwe û şûtika xwe ya dî girêdide û dizivire dîwanxanê. [5185 cihani_bilican] Dû vê kiriyara kenizan ra, Neimet êdî ji Perîşanê bêhîvî dibe. [5186 cihani_bilican] Çunku dibîne, ev e reftara kenizan bû, lê xanimê çi bîne serê wî? [5187 cihani_bilican] Xwe ji xwe ra dihizire û digîje wê akamê, ko qet li wê bareyê da çi tiştî ne bêje û ne jî tiştekê helêxe. [5188 cihani_bilican] Êdî piştî hînga ne Perîşanê rû dida Neimeti, ne jî rûyê Neimeti digirt, here aliyê malê . [5189 cihani_bilican] Ew zor kêm diçû heremseraya xalê xwe. [5190 cihani_bilican] Ta Emer axa ew neşanda aliyê malê, ew bixwe nediçû. [5191 cihani_bilican] Ewî êdî gizên xwe ji Perîşanê zîtibû. [5192 cihani_bilican] Lê di gel wê hindê dîsan jî her evîna Perîşanê li kûraniya dilê wî yê pir kul û birîn da mabû. [5193 cihani_bilican] Hindî ko mala Werdekê hatibû, li rex mala wan danîbû, ewî dest ji Perîşanê kêşabû û teşî li ser Werdekê da dirîst. [5194 cihani_bilican] Werdek ji wî ra pariyekî germ û nerm bû. [5195 cihani_bilican] Bi zewaca di gel Werdekê ra ewî dikarî cotên kurên wê jî bikira berdestkên xwe û çawa dilê wî bixwasta, wecê ji wan herdu kurikana vergirta. [5196 cihani_bilican] Her cara ko ber bi Werdekê diçû, xwe dikenand û didanên xwe beş dikir. [5197 cihani_bilican] Gava ko çav li Werdekê diket, xwe dibişirand. [5198 cihani_bilican] Lê Werdekê her li yekimîn carê da, ko Neimeti bi wate lê nihêrîbû, avirekî wisan tûj dabû Neimeti, ko hindik mabû Neimet derpiyê xwe zer bike. [5199 cihani_bilican] Lê Neimeti dîsan jî dest ji Werdekê nekişandibû. [5200 cihani_bilican] her şev û roj li wê hizrê da bû, ko çawan li Werdekê bibe xudan? [5201 cihani_bilican] Dîtin û serlêdan, şîn û girîn, şayî û keyfxweşî, serexweşî û hawariya mala Silêmanî mehekî zêdetir kişand. [5202 cihani_bilican] Ta du, sê mehan mala Silêmanî mêvan dihate hejmarê. [5203 cihani_bilican] Giştî êla Emer axayî bi gered li ser zarên Silêmanî mêvandarî danîn. [5204 cihani_bilican] Piştî hemûyê mala Emer axayî jî gazî Werdekê û herdu kurên wê kirin. [5205 cihani_bilican] Werdek tevî jinan çû aliyê malê. [5206 cihani_bilican] Kerr û Kulik jî dane dû Mamê Îsi û çûne dîwanxanê. [5207 cihani_bilican] Mamê Îs gopalê wî li desti da, dakete hundurê dîwanxanê û li ser deba Kurdî ya mêjîn, bi zimanê kal û bavan weha wîştande komelê: [5208 cihani_bilican] »Ij we ra wîşt gelî komela hêja!« [5209 cihani_bilican] Bi dengê Mamê Îsi ra bû gurîna hemûyê ji ber wî va rabûn. [5210 cihani_bilican] Berê Emer axayî û li dû wî ra jî komelê bi hev ra li Mamê Îsi zivirandin: [5211 cihani_bilican] »Wîşta te li ser wîştê be, day û babên te li bihîştê be!« [5212 cihani_bilican] Emer axa hate pêşiya Mamê Îsi û bi milê wî ra girt û ew bir û li rex xwe da rûniştandinê. [5213 cihani_bilican] Kerr û Kulik jî li rex Mamê Îsi li ser çokan rûniştin. [5214 cihani_bilican] Pêş da Emer axa serçawanî da Mamê Îsi û li dû ra jî komelê hemûyê bi wateya rêzlêgirtinê destên xwe ji Mamê Îsi ra bilind kirin. [5215 cihani_bilican] Dîwanxana Emer axayî hê li ser dîwanxana Mîrê ereban ra bû. [5216 cihani_bilican] konekî reşî Erebî li ser çil ustûnan vegirtibûn. [5217 cihani_bilican] Ustûnên konî hemû gircîkarîkirî bûn. [5218 cihani_bilican] Bîneyên karxezal û balindên cur be cur li ser ustûnan nitilandibûn. [5219 cihani_bilican] Nava koni, li vî serî ta serê hanê bi kulavên Xurestanî hatibû raxistinê. [5220 cihani_bilican] Bîneyên şêr û piling û bebiran li ser kulavan kişandibûn. [5221 cihani_bilican] Dorandorî kulavan palgî û bistir û berpalên rengrengî li ber hev da hilcinîbûn. [5222 cihani_bilican] Nîveka konî li ber deri ta serê jorê li rêzekê da curinên mermerîn danîbûn. [5223 cihani_bilican] Kevirên curnan ji mermera sipî bû. [5224 cihani_bilican] Her curnek hindî coniyekî bû. [5225 cihani_bilican] Bertiraşan nîveka wan hindî beroşekê kolabûn. [5226 cihani_bilican] Kerr û Kuliki taze curin didîtin. [5227 cihani_bilican] Kuliki li nav çavên Kerrî nihêrî. [5228 cihani_bilican] Kerr çav li Kuliki kir, ko xwe li ser va nebe. [5229 cihani_bilican] Bi hejiyareya Kerrî ra Kuliki serê xwe kire ber xwe. [5230 cihani_bilican] Emer axa li ser doşikek taybetî, ko bi mexmerekî pîrozeyî hatibû rûkirinê û dorandorî wê jî bi qeytanên gulavtûne rişîdar hatibû kobe kirinê, rûniştibû. [5231 cihani_bilican] Doşeka wî du bihostan li ser doşk û kulavên dî diket. [5232 cihani_bilican] Komelê li her bareyê da diaxiftin. [5233 cihani_bilican] Ta ko xeber hate ser Kerr û Kuliki. [5234 cihani_bilican] Emer axayî ji Mamê Îsi pirsî: »Ev herduyane nebiyên ten e?« [5235 cihani_bilican] Erê, xulamên ten e.« [5236 cihani_bilican] Yezdan ji te ra bihêle. [5237 cihani_bilican] Zor sipas! [5238 cihani_bilican] Çend salî ne? [5239 cihani_bilican] Îsal pê dikotin neh salîtiyê. [5240 cihani_bilican] Herduk jî? [5241 cihani_bilican] Erê herduk jî. [5242 cihani_bilican] Aha bêje, da, hevalcêvî ne! [5243 cihani_bilican] Erê hevalcêvî ne. [5244 cihani_bilican] Çavê Xudê li wan be! [5245 cihani_bilican] Çi gir û gevde ne jî! [5246 cihani_bilican] A, kişandine dayîk û babên xwe. [5247 cihani_bilican] Bi wê pirsiyara Emer axayî ra qur û pist kete nava komela dîwanxanê da û hemûyê zendegirtî li Kerr û Kuliki nihêrîn. [5248 cihani_bilican] Li dû ra Emer axayî dîsan got: [5249 cihani_bilican] Te baş kir, ko te ewan jî di gel xwe îna dîwanxanê. [5250 cihani_bilican] Erê min got, bila bên û çavnasî dîwanxanê bibin. [5251 cihani_bilican] Nebiyên te çi karî dizanin? [directspeech cihani_bilican] Xudê zor zîx in. [5252 cihani_bilican] Bi min wereng her kar ji destên wan tê. [5253 cihani_bilican] Lê hindî ko hatine vira her bêkar mane. [5254 cihani_bilican] Bi dîtina min divê, ko destên wan bi tiştekeva bend bikin. [5255 cihani_bilican] Genc in, bila bêkar nemînin. [5256 cihani_bilican] Helbet dewlet serê te, rewşa wan pir baş e. [5257 cihani_bilican] Pirêze û pergala mala wan zor bi ser û ber e. [5258 cihani_bilican] Çi tiştên wan kêm nîne. [5259 cihani_bilican] Lê herwekî min got divê em destên wan bi tiştekê va bend bikin. [5260 cihani_bilican] Bila bi tiştekeva xerîk bin û bêkar nemînin. [5261 cihani_bilican] Emer axayî ko ta niha bi wan herdu gencana ra xeber nedabû, serê xwe li ser wan da kir û pirsî: [5262 cihani_bilican] Hûn çi karî dizanin. [5263 cihani_bilican] Keri bersiv da : [5264 cihani_bilican] Tu çi bêjî. [5265 cihani_bilican] Mamê Îsi xwe kenand û got: [5266 cihani_bilican] Rast dibêje, bi Xudê kem her kar ji destên wan tê. [5267 cihani_bilican] Lê xoşina wan zor bi hespan ra tê. [5268 cihani_bilican] Emer axayî got: [directspeech cihani_bilican] De wisan be, lap baş e. [5269 cihani_bilican] Paşê serê xwe li ser herdu lawan da kir û pirsî: [5270 cihani_bilican] Hûnê bikaribin revoya hespan biçêrînin? [5271 cihani_bilican] Keri bersiv da: [5272 cihani_bilican] A, emê bikaribin. [5273 cihani_bilican] De baş e karê xwe bikin û hema sibê herin ber revoya hespan. [5274 cihani_bilican] Kanê hûn çawa hespan diçêrînin? [5275 cihani_bilican] Keri li nav çavên Kuliki nihêrî û herduyan bi hev ra gotin: [directspeech cihani_bilican] Baş e! [5276 cihani_bilican] Emê sibê herin ber revoya hespan. [5277 cihani_bilican] Li dû got û bêjê ra qawegerînan qawe gerandin. [5278 cihani_bilican] Komelê jî li her alî diaxiftin. [5279 cihani_bilican] Digotin û dikeniyan. [5280 cihani_bilican] Li dû qawê ra firavîn hat. [5281 cihani_bilican] Berdestikan sêniyên sawarê dabûne ser destên xwe û li dû hev ra hatin hundurê konî û sawara dax berdane nav curnan û zexmên goştên karikan danîne ser sawarê û her curnekî jî şeşek nan danîn ser û kûzikek dewê tirş bi çend kasikan va jî danîne rex wan û paş da vekişiyan. [5282 cihani_bilican] Hulmeke germ wekî armûşi ji sawarê dikişiya. [5283 cihani_bilican] Berî hemûyê Emer axa hate ser curnê pêşberî xwe û li dû ra teklîfatî bi komelê da. [5284 cihani_bilican] Komel weke pezên bêxwedî kişiyane ser curnan. [5285 cihani_bilican] Mamê Îsi niqande Kerr û Kuliki. [5286 cihani_bilican] Bi niqandina wî ra Kerr û Kulik tev rabûn û hatin li rex curnê pêşberî xwe rûniştin. [5287 cihani_bilican] Ewan û Mamê Îsi pêkve li rex curni rûniştin û xerîkî xwarinê bûn. [5288 cihani_bilican] Kerr û Kuliki bêpakî, bi dest û pencên xwe goştê karikan hincîhincî dikirin û davîtin ser sawarê û parî lê badidan û dixwarin. [5289 cihani_bilican] Hindî pirtiya goştî li binê curnan da mabû, xwarin. [5290 cihani_bilican] Komelê xwereka xwe li bêdengiyê da xwarin. [5291 cihani_bilican] Piştî wê hindê ko hemû ji ser curnan vekişiyan, berdestikan legenî û lûleheng li ber komelê girtin. [5292 cihani_bilican] Hindekan destên xwe şoştin û hindekan jî neşûştin. [5293 cihani_bilican] Li dû destşûştinê ra berdestikan pêş da ew xwereka ko li binê curnan da mabû, derînan û paşê binê curnan temîz şoştin û bi perû yên taybetî binê wan hişk û paqij kirin. [5294 cihani_bilican] Li dû ra dîsan qawe gerandin. [5295 cihani_bilican] Piştî xwarin û vexwarinê Mamê Îsi malavayî ji Emer axa û rûniştiyên dîwanxanê kir û ji dîwanxanê derket. [5296 cihani_bilican] Kerr û Kuliki jî dane dû wî. [5297 cihani_bilican] Vê carê Mamê Îsi rêka xwe nêzîk kir û li pişta dîwanxanê ra li ber derê konê aliyê malê ra zivirî. [5298 cihani_bilican] Perîşan bi koma kenizên xwe va li ber derê konî rawestabû. [5299 cihani_bilican] Gava ko çavên Perîşanê bi Mamê Îsi ket, berbirî wî hat. [5300 cihani_bilican] Mamê Îsi serçavanî û keyfxweşî dayê û gotê: [5301 cihani_bilican] »Tu çawayî kiça min? [5302 cihani_bilican] Başî ?« Perîşanê destê xwe yê rastê da sîngê xwe û zor li ser hemdê xwe bersiva wî da: »Ez keniza te me. [5303 cihani_bilican] Destên te radimûsim.« [directspeech cihani_bilican] Meta te wan çûne, yan hê li malê ne ? [directspeech cihani_bilican] Ewan jî her taze çûn. [5304 cihani_bilican] Ker û Kulik jî li rex Mamê Îsi rawestabûn. [5305 cihani_bilican] Li wê navê da her carekê tenê çavên Kerr û Perîşanê li hevdu asê bûn. [5306 cihani_bilican] Tirîşka çavên Kerrî weke birûskekê li nav çavên Perîşanê ket. [5307 cihani_bilican] Perîşana ko pakî ji kulê jî nedigirt, bêy hemdê wê serê wê kete ber da. [5308 cihani_bilican] Rehekî sor li binçena wê ra dest pê kir û ta ser hinarkên rûyê wê liviyan. [5309 cihani_bilican] Germayeke taybetî li seranserî leşê wê geriya. [5310 cihani_bilican] Rengê wê sor bû. [5311 cihani_bilican] Kerr jî soromoro bû û serê xwe berda. [5312 cihani_bilican] Êdî Perîşanê nikarî gotinên xwe bidomanda, ji wan veqetiya û xwe avête hundurê koni. [5313 cihani_bilican] Mamê Îsi jî herdu genc di gel xwe ta ber derê xîveta wan anî û li ber derê xîvetê bangî Werdekê kir û doza revoyê ji Werdekê ra jî helêxist. [5314 cihani_bilican] Werdekê jî ew babeta pejirand. [5315 cihani_bilican] Ewê jî nedixwest zaroyên wê bêkar li nava zomê da arode bigerin. [5316 cihani_bilican] Ew ji dupatebûna şerê li nav êla Mîrê erebani ditirsiya. [5317 cihani_bilican] Digot cotek mêr in bila herin hem ji xwe ra xerîk bin û hem jî hîmî çil û çiya û ber û bestan bibin. [5318 cihani_bilican] Yê çi bînanî qîza kor li mal da bimînin. [5319 cihani_bilican] Eger li mal da bimînin, yê dîsan teşqeleyan derînin. [5320 cihani_bilican] Seûgora sibê bû, ko Werdekê herdu lawên xwe ji xewê rakir. [5321 cihani_bilican] Hebana nanê wan da destên wan û ewan ber bi mala Emer axayî rê kir. [5322 cihani_bilican] Kerr û Kulik ew herdu gencên nûriste, ew herdu şênekurên zîx, ew herdu xortên çeleng di seûgora sibê da, di gewratiya berbangê da, di şefeqa siherê da, ji konê xwe derketin û ber bi mala Emer axayî çûn. [5323 cihani_bilican] Werdek jî li ber derê konî rawestabû, li herdu kurên xwe, li herdu xortên tazegiheştî, li herdu fîdanên nûriste, li herdu şimşadên serferaz mêze dikir û li ber xwe ra diçû û şa dibû, ko dayîka cotek kurên weha çeleng e. [5324 cihani_bilican] Werdekê li ber derê konî destê xwe ji wan ra hejand û got: [5325 cihani_bilican] »Herin min hûn siparitine Yezdanê mezin. [5326 cihani_bilican] Destê Xudê li ser serê we be. [5327 cihani_bilican] Şems agehdar û piştewanê we be. [5328 cihani_bilican] Mîrê mezin we ji aşîtên nedîtî biparêze. [5329 cihani_bilican] Herin!« [5330 cihani_bilican] Her çend ko Werdek pehlewanake jîr û jêhatî û bêtirs bû, lê pir di xema cotên kuran da bû. [5331 cihani_bilican] Pir li wan û li paşeroja wan û bûyerên buvedar ditirsiya. [5332 cihani_bilican] Herdu xortan bi hev ra bersiva dayîka xwe dan û gotin: [5333 cihani_bilican] »Bi xatirê te dadê! [5334 cihani_bilican] Nihêranî me nebe!« [5335 cihani_bilican] Ta herdu zaroyên wê pê va dihatin xûyanê, Werdek hema wisan li ber derê konî rawestabû û li wan dinihêrî. [5336 cihani_bilican] Da ko Kerr û Kulik giheştin ber derê mala Emer axayî, paşê Werdek çû kete hundurê xîveta xwe. [5337 cihani_bilican] Ker û Kulik gihîştin ber derê mala Emer axayî û meyteran alî wan kirin û derê extirmexanê vekirin. [5338 cihani_bilican] Bi darên çamê perjîneke mezin ji hespan ra çêkiribûn. [5339 cihani_bilican] Deriyek jî pê qamûşan girêdabûn û li ber dergê extirmexanê dabûn. [5340 cihani_bilican] Gava ko meyteran derê extirmexanê vekirin, bû fîrefîra hespan û hevdu paldan û xwe lêk dan û hevdu dane ber çifte û refes û qerpan û bi gultetî li derê extirmexanê ra derketin derva. [5341 cihani_bilican] Bi derketina hespan ra bêhna tersan da hewayê. [5342 cihani_bilican] Bû hîrehîr û şîheşîha wan. [5343 cihani_bilican] Meyterekî alî Kerr û Kuliki kir û revo ber bi lewergehê rast kir û pawana hespan nîşanî wan da û got: [5344 cihani_bilican] »A, ew mila hanê hindî ko bi we va tê xûyanê, ta binê geliyê pêşberî we qorixa hespaye. [5345 cihani_bilican] Hûn dikarin her roj revoyê li wê milê ta biniya geliyî bilewerînin. [5346 cihani_bilican] Lê nebî, nebî ku, hûn li wî girê reş derbas bibin. [5347 cihani_bilican] Pişta wî girî êdî kewşenê me nîne. [5348 cihani_bilican] Ew derana kewşenê êla Denizê diz e. [5349 cihani_bilican] Van salana nîveka me û wana xweş nîne. [5350 cihani_bilican] We hew dît, hatin û revo berev kirin û birin. [5351 cihani_bilican] Wî alî da neçin ha! [5352 cihani_bilican] Min gote we ha, hûn wî alî da herin, hûnê hew bibînin, ko cerda Denizê diz avîte ser revoyê û hûn jî dîl girtin û birin. [5353 cihani_bilican] Bila qet li rûyê we da şer û gêre çênebe. [5354 cihani_bilican] Baş agadariyê li hespan bikin. [5355 cihani_bilican] Hemû êvaran, ko hûn hespan tînin extirmexanê, wana bihejmêrin. [5356 cihani_bilican] A, ew mahîna hanê, ewa şînboz, mahîna Emer axayî bixwe ye. [5357 cihani_bilican] Navê wê Şemlê ye. [5358 cihani_bilican] Şemlê mahîna hawarî û gaziyan e. [5359 cihani_bilican] Emer axa li hawarî û gaziyên şevane da li wê siwar dibe. [5360 cihani_bilican] A, ewa hanê jî, ewa hane reşboz e bilind jî mahîna Barxane ye. [5361 cihani_bilican] Ev herdu mahînana li ber dilê Emer axayî pir şirîn in. [5362 cihani_bilican] Revo hemû aliyekî û ew herdu jî aliyekî ne.« [5363 cihani_bilican] Bi arîkariya meyteri revo gîhandin lewergehê. [5364 cihani_bilican] Revo li lewergehê da bijiqî û Kerr û Kuliki jî her yekê xwe dane çengekî revoyê. [5365 cihani_bilican] Şemlê û mahîna Barxane her dem li rex hev diçêriyan. [5366 cihani_bilican] Herdu jî li nava revoyê da dûr va dihatin xûyanê. [5367 cihani_bilican] Şemlê li ber rengê kirasê xwe yê taybetî, lê mahîna Barxane li ber girbûn û gevdetiya xwe. [5368 cihani_bilican] Mahîna Barxane mahîneke reşboz bû. [5369 cihani_bilican] Ew wisan bilind bû, ko çi hesp û mahînên dî li ser wê nediketin. [5370 cihani_bilican] Li nava revoyê da li dûr va dihate xûyanê. [5371 cihani_bilican] Navtenga wê wekî navtenga karxezalan zirav û herdu saxiriyên wê weke cotek hêkên qazan, têr û tijî û pir û hulo bûn. [5372 cihani_bilican] Guçkên wê mûç, ustuyê wê zirav û dirêj, simên wê bilind û kodikî, sîngê wê pan û vekirî, çîpên wê dirêj û raçandî bûn. [5373 cihani_bilican] Kirasê wê wisan temîz bû, ko te dikarî tu xalên li se leşê wê bihejmêrî. [5374 cihani_bilican] Rewneq dikete pirça leşê wê. [5375 cihani_bilican] Te dil nedikir tu bi herdu çavan li mahîna Barxane binihêrî. [5376 cihani_bilican] Emer axa li rê û rêbwariyên dûr da barxana xwe ya taybetî li wê dikir. [5377 cihani_bilican] her li ber wê hindê bû, ko navê wê kiribûn mahîna barxane. [5378 cihani_bilican] Ca Kerr û Kulik jî ratib û cil û tatikên xwe her li mahîna Barxane dikirin û ew bi xwe ra digerandin û gelek caran li destên xwe da li rex mêrg û zevî û bengeyan da diçêrandin û her şev jî jê ra şîvehesp diçinîn û ew cuda li hespên dinê li ber derê konê xwe şîv dikirin. [5379 cihani_bilican] Çend buhar û havîn derbas bûn. [5380 cihani_bilican] Çend caran aran û zozan kirin. [5381 cihani_bilican] Êdî Kerr û Kulik der û deşt bînanî kefa destên xwe nas dikirin. [5382 cihani_bilican] Herdu jî roj bi rojê mezin dibûn û bejin vedidan. [5383 cihani_bilican] Berê simbêlên herduyan jî xûyî dabûn. [5384 cihani_bilican] Bibûn cotek xortên tazegihîştî. [5385 cihani_bilican] Du xortên bi milên hev ra. [5386 cihani_bilican] Du xortên bi zend û bend û bilindbala û tevkutayî. [5387 cihani_bilican] Zewêlekên destên wan badayî û bitew, navmilên wan pan û sîngên wan bilind û biber hêtanpê [5388 cihani_bilican] tanî û gir û gevde bibûn. [5389 cihani_bilican] Hemû şevan revo dihanîn extirmexanê û hemû sibêdeyan jî revo ji extirmexanê derdixistin û dibirin lewergehê. [5390 cihani_bilican] Du canî li dû mahîna Barxane bûn. [5391 cihani_bilican] Canî mahîneke biriye û canî hespekî şîr e. [5392 cihani_bilican] Ew herdu caniyana jî kişandibûn maka xwe. [5393 cihani_bilican] Du caniyên tor û çeleng. [5394 cihani_bilican] Du caniyên hûşthûştokî û hişiyar. [5395 cihani_bilican] Li nav giştî revoyê da xoşina Kerr û Kuliki bi mahîna Barxane û herdu caniyên wê ra dihat. [5396 cihani_bilican] Rojên germe havînê, her roj mahîna Barxane û her-du caniyên wê li ber avên çem û kaniyan, li ber avên şorik û gol û golmancan dişoştin. [5397 cihani_bilican] Li danê zivistanê jî, rojên ko hewa sar dibû, ew her sêk cil dikirin. [5398 cihani_bilican] Kerr û Kuliki ew her sêk jî hîmî ser destan kiribûn. [5399 cihani_bilican] Her caniyek jî navek lê kiribûn. [5400 cihani_bilican] Navê canîmahînê kiribûn Sosik. [5401 cihani_bilican] Navê canîhespi jî kiribûn Nijdî. [5402 cihani_bilican] Ev herdu caniyan ji Kerr û Kuliki pêve, çi kes û çi tiştên dî nedihebandin. [5403 cihani_bilican] Gava ko Kerr û Kuliki navên wan caniyan dihanîn, herduk di gavê da li ber wan amade dibûn. [5404 cihani_bilican] Yan jî gava ko bi du dengan bifîtandana, ew herdu canî bi rêka fersexan jî ji wan dûr bana, bi bayê bez û birûskê ra xwe bi Kerr û Kuliki ra digîhandin. [5405 cihani_bilican] Sosik canîmahîneke reşboz bû. [5406 cihani_bilican] Kişandibû maka xwe. [5407 cihani_bilican] Ew û maka xwe te digot letên sêvekêne, ko li ber hev Kerr kirine. [5408 cihani_bilican] Sosik canîmahîneke pir hişyar û hûşthûştokî bû. [5409 cihani_bilican] Durust weke xezaleke sil bû. [5410 cihani_bilican] Bi xiştînekê ra serê xwe bilind û guçkên xwe mûç dikir û li dor û berên xwe dinihêrî û bînfişk vedida û dibû fîrefîra wê û li dora revoyê ra dikete çerxê. [5411 cihani_bilican] Îca hînga Nijdî jî çav didayê û dikete dû wê û herdu li dora revoyê ra diketin cirîdanê. [5412 cihani_bilican] Nijdî canîhespekî reşî zîl bû. [5413 cihani_bilican] Wisan reş bû, te digot qay şebeye. [5414 cihani_bilican] Li ber reşatiyê kirasê wî diteyîsî. [5415 cihani_bilican] Leşê wî bînanî şebeyeke reşe zîl wisan saf û hulo bû, mirovî nikarî xwe li ser pişta wî ya şimitok bigirta. [5416 cihani_bilican] Kerri her dem digot: [5417 cihani_bilican] »Ew hespê şevereşa ye. [5418 cihani_bilican] Mirovî li şevereşan da destek cilkên reş li xwe bike û li Nijdiyî siwar bibe û here nijdê.« [5419 cihani_bilican] Ewana her li ber vê hindê navê wî danîbûn Nijdî. [5420 cihani_bilican] Digotin Nijdî hespê nijdê ye. [5421 cihani_bilican] Lê dayîka wan, Werdekê digote wan: [5422 cihani_bilican] »Lawên min, hespên ko ji Necda Erebistanê tên, ji wan ra Necdî dibêjn.« [5423 cihani_bilican] Lê Kerr û Kuliki nedipejirandin û digotin: [5424 cihani_bilican] »Dadê Nijdî yanê hespê nijde û cerdê.« [5425 cihani_bilican] Kuliki digot: [5426 cihani_bilican] Xwazî Nijdî jî canîmahîn ba. [5427 cihani_bilican] Çunku mahîn li şevereşan da, nahîrin û naşîhin. [5428 cihani_bilican] Lê eger hesip şev bêhna mahînekê bibêhnin, bînanî birûskekê dihîrin. [5429 cihani_bilican] Li agirê mahînê da dişewitin û durust weke ewrê derbuharê dihîrin. [5430 cihani_bilican] Îca bi yekimîn dengî ra dijmin bi mirovî dihesin û ya xwe bi mirovî dikin. [5431 cihani_bilican] Keri digot : [5432 cihani_bilican] »Ew jî hêsan e. [5433 cihani_bilican] Zor sanahî ye. [5434 cihani_bilican] Rêka wê jî heye.« [5435 cihani_bilican] Rêka wê çî ye? [5436 cihani_bilican] Pêdiviye, mirovî hespên hîrhîrokî bike yexte. [directspeech cihani_bilican] Te got yexte! [5437 cihani_bilican] Mala te nekeve, destên te çawa diçe Nijdiyî tu dibêjî mirov Nijdiyî bike yexte. [5438 cihani_bilican] Hespê ko bû yexte, êdî ji şak dikeve. [5439 cihani_bilican] Hem jî hespek eger bû yexte, êdî zêde nake. [5440 cihani_bilican] Bejin venade. [5441 cihani_bilican] Pêş da naçe û bi gevde nabe. [5442 cihani_bilican] Dipitixe. [5443 cihani_bilican] Hema li ser bejna xwe ya pêşîn dimîne. [5444 cihani_bilican] Dikevgire û pixtikî dibe û şûşman nabe. [directspeech cihani_bilican] Erê Yezdan kem tu rast dibêjî, heyfa Nijdiye, mirov Nijdiyî bike yexte. [directspeech cihani_bilican] Tu li me binêre, lo! [5445 cihani_bilican] Tu dibêjî qay Nijdî hespê me ye, em ji xwe ra, li bal xwe navan lê dikin. [5446 cihani_bilican] Dikin yexte... [directspeech cihani_bilican] Hey tu ji Xudê ra çi dibêjî, hema me Nijdî ji Emer axayî stand, stand. [directspeech cihani_bilican] Erê da, ma yê xêra bavê xwe bide?! [directspeech cihani_bilican] Erê da, ma em xulamên bavê wî ne. [5447 cihani_bilican] Eva çend merce em diçin ber revoyê wî. [5448 cihani_bilican] Ma yê xêra bavê xwe bide. [directspeech cihani_bilican] Erê Yezdan kem tu rast dibêjî, emê li dewsa heqê xwe Nijdiyi jê bistînin. [directspeech cihani_bilican] Te Sosik jî hema ji bîr ve kir, ha! [5449 cihani_bilican] Emê Sosik û Nijdiyi herduyan jî jê bistînin. [5450 cihani_bilican] Erê emê herduyan jî jê bistînin. [5451 cihani_bilican] Ya repetepa lingên hespan li şevereşan da jî hêsane ha, tu dizanî? [5452 cihani_bilican] Na, çî ye? [directspeech cihani_bilican] Eger şev tu çûyî nijdê û cerdekê û te nexwest, ko dijmin dengê lingê hespê te bibihê, pêdiviye, tu her çar simên hespê xwe kulav bikî. [directspeech cihani_bilican] Çawa ?! [directspeech cihani_bilican] Qet pir sanahiye. [5453 cihani_bilican] Bi her simekî hespê xwe va ta xirtika lingan Kerrekulavekî bi ser û ber bialîne û li dû ra pê arşûjineke mûyê bizinan baş bidirû. [5454 cihani_bilican] Vêca li şevereşan da li peleguha dijmini ra jî derbas bibî, dengê simê hespê te nabihîze. [5455 cihani_bilican] Eger mirov wî kulavî baş û bi ser û ber bidirû, ew solikên kulavîn têra riya heft rojan dike. [5456 cihani_bilican] Dadê digot carekê kalkê Hesê wisan çûbû, avîtibû ser rêbiran û rêbir di şarga wan da dîl girtibû, û hanîbû dîwanxana mîrê ereban. [5457 cihani_bilican] Digot, ta ko kalkê Hesê li ser wan da girtibû, paşê bi xwe hesiyabûn. [5458 cihani_bilican] Kerr û Kuliki li her derî diaxiftin û her cure bîr û hizir dikete serê wan. [5459 cihani_bilican] Her şev gava ko Kerr û Kulik li ber revoyê dizivirîn, Werdek weke cûncikekê li dora wan ra dihat û diçû. [5460 cihani_bilican] Çarix û goreyên wan diguhest. [5461 cihani_bilican] Xwereka wan bi ser û ber bi wan dida xwarinê û li dû xwerekê ra ji çawaniya hespan û lewergeh û rewşa Sosik û Nijdî û mahîna Barxane pirsiyar dikir û ji wan dixwest, ko bi roj li çolê çi dîtine û çi bihîstine ji dayîka xwe ra jî bêjin. [5462 cihani_bilican] Piştî gotin û axiftinê gereda hewîsanê dihat. [5463 cihani_bilican] Her şev demek xurt piştî şîvan, berî razanê, Werdekê her di hundurê konî da herdu pehlewanên xwe berdida guleşê. [5464 cihani_bilican] Li dû guleşê ra fend û fêlên cur be cure zoranê ji wan ra şirove dikir. [5465 cihani_bilican] Şevekî piştî şîvan, Werdekê gazî herdu kurên xwe kir û gote wan: [5466 cihani_bilican] »Kurên min hûn êdî mezin bûne. [5467 cihani_bilican] Eva midehekî dûr û dirêje jî, we hewîsana pehlewntiyê di çek û rextan da nekirine. [5468 cihani_bilican] Ez ditirsim, ko hûn çawaniya bikarbirina çekan ji bîr bikin. [5469 cihani_bilican] Lawo em xudan neyar û dijmin in. [5470 cihani_bilican] Divê we şev û roj hay ji xwe hebe. [5471 cihani_bilican] Eva demeke dûr û dirêje, ko çek û rextên min û babê we waye hema wisan li perê stêri da ma ye. [5472 cihani_bilican] Were ezê îşev wan çek û rextana li nîveka we da pişk bavêjim. [5473 cihani_bilican] Kanê çek û rextên min ji kê ra dikeve û yê babê we ji kê ra. [5474 cihani_bilican] Êdî vir ha şûn da destevala neçin ber revoyê. [5475 cihani_bilican] Her dem çek û rextên xwe bi xwe ra bibin.« [5476 cihani_bilican] Îca Werdekê bi vê gotina xwe ra banzda, çû li perê stêri du dest çek û rext deranî. [5477 cihani_bilican] Ewê çek û rext bi ser û ber li nava cil û cihazên hêştiran da pêçabû û danîbû perê stêri. [5478 cihani_bilican] Du sûngî, du zergên xezebê, du şûr, du kewan, du tîrdankên tijî tîr, du xencer, du mertal, du nêze, du cot zendane, du zirêx, du kulavqot li nava cil û cihazan deranî. [5479 cihani_bilican] Jêk cuda kir û kire du deste û got: [5480 cihani_bilican] »Evana çek û rextên bavê we ne, ewanê hanê jî çek û rextên min in. [5481 cihani_bilican] Ez êdî pîr bûme. [5482 cihani_bilican] Êdî çek û rext bi karê min nayê. [5483 cihani_bilican] Ji min ra li vêderê çek û rext dest nade. [5484 cihani_bilican] Kes li vira nizanê, ko ez pehlewan îm. [5485 cihani_bilican] Bila qet kes nezanibe jî.« [5486 cihani_bilican] Werdekê li dû van gotinên xwe ra gote cotên kurên xwe: [5487 cihani_bilican] »Yek ji we pişta xwe bide min û bixeyîde, ta ko em van çekana pişk bavêjin.« [5488 cihani_bilican] Kerr pişta xwe da wan û got: [5489 cihani_bilican] »Hanê ez xeyîdîm.« [5490 cihani_bilican] Werdekê qelema xwe li berîka xwe deranî û navê Kerrî li ser kaxetekê û yê Kuliki jî li ser kaxeteke dî nivîsî û li ser hev da qet kir û gote Kerrî: [5491 cihani_bilican] »Ker were van herdu kaxetana, her yekê bavêje ser pişkekê!« [5492 cihani_bilican] Kerr li ser wan da zivirî û kaxet li nav destê dayîka xwe hilanî û her yek avîte ser pişkekê. [5493 cihani_bilican] Werdek xwar bû, kaxeta li ser çek û rextên Silêmanî hilda û jêk vekir û xwend: [5494 cihani_bilican] »Kerr.« [5495 cihani_bilican] Îca destên xwe lev da û da çepikan û got: [5496 cihani_bilican] »Pîroz be! [5497 cihani_bilican] Çekên bavê we ji Kerrî ra ket û çekên min jî ji Kuliki ra. [5498 cihani_bilican] Li we herduyan jî pîroz û bimbarek be! [5499 cihani_bilican] Her bijîn kurên baş! [5500 cihani_bilican] Li vê gavê şûn da îca hûn êdî mêr û pehlewan în. [5501 cihani_bilican] Haya we herduyan jî bi hev hebe. [5502 cihani_bilican] Her roj gava ko hûn hespan tînin mozirganiyê, çek û rihtên xwe girê bidin û li çolê demekê hewîsanê bikin. [5503 cihani_bilican] Bila fend û fêlên çekdariyê ji bîra we neçe. [5504 cihani_bilican] Lê li ber çavên xelkê çekên xwe li xwe nekin. [5505 cihani_bilican] Xelk çavnebar in.« [5506 cihani_bilican] Kerr û Kuliki destê dayika xwe ramûsîn û li dû ra çek û rextên xwe girêdan. [5507 cihani_bilican] Û wekî du pehlewanan li ber hev ra hatin û çûn. [5508 cihani_bilican] Werdekê gote wan: [5509 cihani_bilican] »Zor pîroz be! [5510 cihani_bilican] Îca hûn westiyan e. [5511 cihani_bilican] Çekên xwe bişiqitînin û razên! [5512 cihani_bilican] Derenge, hûnê sibê zû biçin ber revoyê. [5513 cihani_bilican] Hemîn hûnê li çolê hewîsanên xwe bikin.« [5514 cihani_bilican] Kerr û Kuliki çek û rextên xwe şiqitandin û xirpişîn nav nivînan. [5515 cihani_bilican] Lê li ber şabûna çek û rextan ta sibêdê xew li çavên yekê ji wan jî neket. [5516 cihani_bilican] Sibêdê gelekî zûtir ji demên her roj ji nav nivînan derketin û çûn mahîna Barxane înan û çek û rextên xwe, ko li nava tatik û cil û cihuran da pêçabûn, dane ser pişta wê û revo berdan û ber bi pawan hespan rê ketin. [5517 cihani_bilican] Êdî ji wê rojê şûn da Kerr û Kuliki çek û rextên xwe bi xwe ra dibirin çolê û li ser bisparteya dayîka xwe heftiyê sê, çar caran, gava ko hesp didane mozirganiyê, xwe li çek û rextan da tev girêdidan û xerîkî hewîsanê dibûn. [5518 cihani_bilican] Milmilanê, nêzebazî, kewandarî, nîşanbazî, şûrweşînî, xenceranê, zerganê û her cur û celebên hunura şervaniyê da hewîsan dikirin. [5519 cihani_bilican] Li zoranê û rimbaziyê da Kerrî bi Kuliki nedikarî. [5520 cihani_bilican] Kulik ew ditewand. [5521 cihani_bilican] Lê li şûrweşînî û nîşanbaziyê da Kuliki nedikarî dest û lepan li ber Kerrî hilîne. [5522 cihani_bilican] Ewan ji bilî hewîsana çekdariyê hewîsana siwariyê jî dikirin. [5523 cihani_bilican] Rojê danekî xwe li çek û rextan da dipêçan û li Sosik û Nijdiyî siwar dibûn û li dora revoyê ra diketin çerx û cirîdanê. [5524 cihani_bilican] Ewan herdukan jî bixwe Sosik û Nijdî hîm kiribûn. [5525 cihani_bilican] Sosik qedem û Nijdî jî orxe hîn kiribûn. [5526 cihani_bilican] Sosik li ber para Kerrî û Nijdî jî li ber para Kuliki ketibû. [5527 cihani_bilican] Suwariya Nijdî pir xweş bû. [5528 cihani_bilican] Nijdî siwarê xwe li ser pişta xwe nedileqand. [5529 cihani_bilican] Lê bi çifta Sosikê ra nedigehîşt. [5530 cihani_bilican] Rast bû ko Sosik orxe nibû, lê di çiftê da Nijdî bi toza wê ra jî nedigihîşt. [5531 cihani_bilican] Ca gava ko Kerr û Kulik derdiketin hewîsana siwariyê, hespên xwe fêrî her cure tewil û bazan dikirin. [5532 cihani_bilican] ewan li ser kevir û kendalan ra didane banzdanê. [5533 cihani_bilican] Li serhevrazan da li yek bînê da ew radiqetandin û li serberjêrên pir nişîv da bi xar û mêl dajotin. [5534 cihani_bilican] Li rastiyan da gava ko herdu hesp bi guj dajotin, xwe bi tengên wan va digirtin û li ser pişta wan ra dadiketin binzikên wana û çendîn seriyan wisan hema li binzikên hespan da xwe li ber çavên dijminên gumaneyî vedişartin. [5535 cihani_bilican] Li vê hewîsanê da Kulik ji Kerrî jêhatîtir bû. [5536 cihani_bilican] Kerr giran bû. [5537 cihani_bilican] Nikarî baş xwe bi tenga Sosikê va bigre û Sosikê li wê rewşê da bibezîne, lê Kulik çendîn seriyan ji Kerrî zêdetir ew hewîsana didomand. [5538 cihani_bilican] Kerrî berhane ji Kuliki digirt û digotê, Nijdî orxe ye, lew ra tu dikarî baş li binzikê wî da xwe ragirî. [5539 cihani_bilican] Lê Sosik hem qedeme, hem jî gavrapîv e. [5540 cihani_bilican] Siwarê xwe li binzika xwe da dihejîne û diçelqîne. [5541 cihani_bilican] Kuliki digotê de were li ser pişta Nijdiyî xwe biceribîne. [5542 cihani_bilican] Lê Kerrî nedipejirand. [5543 cihani_bilican] Rojeke buharê ya meha cotanê bû. [5544 cihani_bilican] Danê nîvro bû. [5545 cihani_bilican] Tavê zeliqandibûyê. [5546 cihani_bilican] Kerr û Kuliki revo ber bi mozirganiyê top kirin û dîsan fenanî caran xwe li çek û rextan da pêçan û xwe tevgirêdan. [5547 cihani_bilican] Taze dixwestin dest bi hewîsanê bikin, ko nişkêva Kuliki dît, revdeyek siwar li wan hingavt. [5548 cihani_bilican] Berê we hizirî, ko rêvîngin, lê li dû ra dîna xwe dayê neherê, evan waye bûne du desteyan û herdu deste jî waye durust ber bi wan dajon. [5549 cihani_bilican] Kuliki li Kerrî kire gazî: [5550 cihani_bilican] »Kuro cerdê em girtin!« [5551 cihani_bilican] Kerr pê keniya û gotê: [5552 cihani_bilican] »Çiye ziravê te qetiya!? [5553 cihani_bilican] Cerda çi! [5554 cihani_bilican] Mêrkan waye li riya xwe da diçin. [5555 cihani_bilican] Tu nahêlî xelk li riya xwe da jî here?!« [directspeech cihani_bilican] Kuro Kero rêya çi! [5556 cihani_bilican] Rêvîngê çi! [5557 cihani_bilican] Mala te nekeve ca çavên xwe veke û dîna xwe bidê, evana waye hemû çekdarin û waye rast ber bi me dajon.« [5558 cihani_bilican] Bi vê gotina Kuliki ra, Kerr li siwaran hûr bû û got: [5559 cihani_bilican] »Yezdan kem tu rast dibêjî, kuro li ser hemdê xwe be ha. [5560 cihani_bilican] Emê ji mirinê ra lêdin û ta dilopek xûn jî li bedena me da mabe, emê li ber xwe bidin.« [5561 cihani_bilican] Bi vê gotinê ra her yek ber bi hespê xwe bezîn. [5562 cihani_bilican] Ta ewan li hespên xwe siwar bûn û xwe dane çengê revoyê, Siwaran [5563 cihani_bilican] xwe bi wan ra gîhandin. [5564 cihani_bilican] Kerrî li siwaran heytand: »Lolo hûn kî ne?« [5565 cihani_bilican] Kir be, kurê dêlê, dena ezê cergên te bînime derê. [5566 cihani_bilican] Kurê dêlê jî, kurê sê jî. [5567 cihani_bilican] Li nav hespan derkevin! [5568 cihani_bilican] Lê siwaran bêpakî dakutane nav revoyê û revo kirin du tîşan û tîşek ber bi binê geliyî hajotin û tîşek jî ji Kerr û Kuliki ra hêlan. [5569 cihani_bilican] Vê carê Kuliki li cerdê heytand: »Kuro lawo li nav revoyê derkevin û nebin bikujên serê xwe.« Siwarekî cerdê got: »Kuro tu li min û vî boncî yî! [5570 cihani_bilican] Dibêjî qay serê te giraniyê li leşê te dike.« Ca bi gotina xwe ra rikêfî ser Kiliki kir: »Kuro em dibêjin hûn rêncber in. [5571 cihani_bilican] kurên xelkêne. [5572 cihani_bilican] Gunehê me li we tê. [5573 cihani_bilican] Eva çend salin hûn bi ferman Emerokî kewşenê me diçêrînin, qey hûn nabêjin evî kewşenî xudan heye? [5574 cihani_bilican] Kir be, dena emê we jî tevî revoyê bikin.« [5575 cihani_bilican] Kuliki gotê: [5576 cihani_bilican] »Boncî tu bixwey î, lawo, bixwe paşê bişêkirîne. [5577 cihani_bilican] Li nav revoyê derkevin! [5578 cihani_bilican] Bi Yezdan ta hûn li ser leşê me ra derbas nebin, em nahêlin hûn mûyekî ji revoyê kêm bikin.« [directspeech cihani_bilican] Lawo zirtan neke! [5579 cihani_bilican] Em dibêjin hûn law in, ber bi mirazin. [5580 cihani_bilican] Em naxwazin mirazên we li çavên we da bihêlin. [5581 cihani_bilican] Hûn çima xwe li ber revoyê Emerok i da didine kuştinê? [directspeech cihani_bilican] Her çî ji destên we tê, xwe jê nehêvişînin! [5582 cihani_bilican] Bi vê gotina Kerrî ra siwarekî hirçanpirçanî, wekî kirtanekî tevkutayî, sungiyeke çargezî li destî da, fîrefîra hespê wî bû, kef li ser devî ketibû û li bin suwarê xwe da neditebitî, dizgîna hespê xwe li ser Kerrî da zivirand û ferman da suwarên dî: [5583 cihani_bilican] »Gedeno dest û piyên herduyan jî girêdin û bavêjin terkiya hespan. [5584 cihani_bilican] Evan ne mirovên qenciyê ne, ko mirov qenciyê bi wan bike. [5585 cihani_bilican] » Çar pênc Siwaran bi hev ra hêriş birin ser Kerr û Kuliki. [5586 cihani_bilican] Ker û Kuliki bi hev ra dest avîtin darê sûngiyan û rikêfî ser wan siwaran [5587 cihani_bilican] kirin. [5588 cihani_bilican] Bû şîrqîna sûngiyan û fîrefîra kehlan û mehnegiyan. [5589 cihani_bilican] her li yekimîn hêrişê da sê siwar li xanên zînan ketin erdê û du suwarên dî jî li ber xwe dan, lê berxwedana wan jî hind nekişand. [5590 cihani_bilican] Li hêrişa dûyê da, ew herdu jî ji xanên zînan da jor da ketin û sê hesp û du hesp li revoyê zêde bûn. [5591 cihani_bilican] Kerr û Kulik li dora revoyê ra çerixandin û navbirî dane cerdê û revo topî ser hev kirin. [5592 cihani_bilican] Serokê cerdê ewê hirçanpirçanî ferman da cerdê: [5593 cihani_bilican] »Kuro bi hev ra rikêfî ser wan herdu zolemiraran bikin!« [5594 cihani_bilican] Bi fermana serekcerdî ra siwar li dora Kerr û Kuliki werhatin. [5595 cihani_bilican] Li ser serê lawên Werdekê bû şîrqîna şûran û şingîna nêzan û teqêna darên sûngiyan. [5596 cihani_bilican] Lawên Werdekê bînanî du pehlewanên bi ezmûn, mertalên xwe dane ber xwe. [5597 cihani_bilican] Bi bergirî ji xwe şer domandin. [5598 cihani_bilican] Şer giran bû. [5599 cihani_bilican] Bêhna xûnê dabû serên lawên Werdekê. [5600 cihani_bilican] Du gencên zîx û zorbe bînanî du pilingên çiya û du gurgên dev bi xûn ketin nav suwarên cerdê. [5601 cihani_bilican] Bi hev ra nêze jorda dihanîn. [5602 cihani_bilican] Carê qîjîn bi suwarekî diket û li erdê wedileziya. [5603 cihani_bilican] Şivan û gavan û berxewanan hawarî li zoma Emer axayî daxistin, ko cerdê avîtiye ser revoyê. [5604 cihani_bilican] Di germegerma şeri da, serekcerdî bi kel û bîn xwe bi Kerrî ra gîhand û sûngiya çargezî dirêjî Kerrî kir. [5605 cihani_bilican] Kerrî mertalê polayîn da ber sûngiya wî. [5606 cihani_bilican] Gijêna mertalê Kerrî der û deşt hejikand. [5607 cihani_bilican] Zingîn kete geliyî. [5608 cihani_bilican] Vê carê Kerrî derfend ji suwarê hirçanpirçanî istand û serê sûngiyê ber bi depa sîngê wî dirêj kir. [5609 cihani_bilican] Suwari xwe li ber sûngiyê revand, lê serê sûngiyê li girka milê wî da çik bû û girka milê wî qelaşt. [5610 cihani_bilican] Bû fîşqîna xûnê li milê wî ra hilavît û vê carê Kerrî sûngiyeke dî jî dirêj kirê. [5611 cihani_bilican] Suwari zengî li hespê xwe da û bi bez xwe li hêrişa sûngiyê dûr xist. [5612 cihani_bilican] Sûngiyê vê carê zikê hespê wî qelaşt û hûr û pizûrên hespi rijiyane nava dest û piyên wî û bi dar û devenan va aliyan. [5613 cihani_bilican] Her li gavê da bû şîhîna hespî û li bin siwarê xwe da li erdê velezî ya. [5614 cihani_bilican] Li wê demê da pêşiya hawariya zomê li girê pêşberî pawana hespan ra li wan derket. [5615 cihani_bilican] siwar û peyayên êla Emer axayî bînanî kuliyên payîzê li ser cerdê da barîn. [5616 cihani_bilican] Gava ko cerdê ew dîmena dît. [5617 cihani_bilican] Pirtê pirtê kete nav wan û her yek li aliyekî da helatin û way li wî ko giyanê xwe rizgar nekirî û nehelatî. [5618 cihani_bilican] Her kes kete hizra giyanê xwe da. [5619 cihani_bilican] Kerr û Kulik tev ber bi suwarê gorînî kudandin. [5620 cihani_bilican] Lê ta ko Kerr û Kuliki xwe bi suwari ra gîhandin, siwar ji erdê rabû. [5621 cihani_bilican] Sûngiya wî li desti ketibû. [5622 cihani_bilican] Ta dest avîte şûrê xwe, ko ji kalani derîne, Kerrî nêza xwe da binçena wî û gotê: [5623 cihani_bilican] »Nelive! [5624 cihani_bilican] Tu hema bilivî, ezê te hincîhinciyî bikim.« [5625 cihani_bilican] Kuliki xwe pê ra gîhand û destên wî li piştê da bi arşûjineke mûyîn bitew girêda. [5626 cihani_bilican] Hawarî pê ra giheştibû. [5627 cihani_bilican] Emer axa bixwe jî li nav hawariyê da bû. [5628 cihani_bilican] Paşiya hewariyê hê jî dikişiya. [5629 cihani_bilican] siwar û peya bûn, ko dihatin. [5630 cihani_bilican] Revo berev kirin. [5631 cihani_bilican] Emer axa hat û li ser terman ra rawesta. [5632 cihani_bilican] Pênc term li ser hevdu da nixilîbûn. [5633 cihani_bilican] Gola xûnê li ber wan meyîbû. [5634 cihani_bilican] Çavên wan vekirî mabûn û zil li mirovan dinihêrîn. [5635 cihani_bilican] Poşmanî ji çavên wan dibarî. [5636 cihani_bilican] Te digot qay ji mirovan ra xeber didin û dibêjin: Li me bibihorin. [5637 cihani_bilican] Me nizanî. [5638 cihani_bilican] Me şaşiyek mezin kir. [5639 cihani_bilican] Me nezanî kir. [5640 cihani_bilican] Em bêguneh bûn. [5641 cihani_bilican] Em bi destûra serekcerdî hatine... [5642 cihani_bilican] Lê êdî çi tişt para nemabû. [5643 cihani_bilican] Çi tişt ji dest çi kesî nedihat. [5644 cihani_bilican] Giyanê ji kalani derketî, çi kes neşê bizivirîne. [5645 cihani_bilican] Emer axa berbirî Kerr û Kuliki hat. [5646 cihani_bilican] Kerr û Kuliki xwe li cil û bergên pehlewantiyê da pêçabûn. [5647 cihani_bilican] Emer axayî pêş da ewan nenasî. [5648 cihani_bilican] Paşê ko baş bera xwe dayê, dît ko ewan Kerr û Kulik in. [5649 cihani_bilican] Kerr û Kuliki destên serekcerdî li piştê girêdabûn û ew dîl kiribûn û dabûne pêşiya xwe, jor da dihanîn. [5650 cihani_bilican] Emer axa gihîşte wan. [5651 cihani_bilican] Xûn li ser dîli ketibû. [5652 cihani_bilican] Nalenal û îş û ofa wî bû. [5653 cihani_bilican] Emer axayî serekcerde her di gavê da nasî. [5654 cihani_bilican] Ew kurê Deniz Begî bû. [5655 cihani_bilican] Hatibû ko lekeyekê li wan xîne. [5656 cihani_bilican] Lê pênc kuştî danîbû ser û bixwe jî dîl hatibû girtinê. [5657 cihani_bilican] Hatibû heyfa bavo, lê dadê jî li ser da derdabû. [5658 cihani_bilican] Gava ko Emer axa rastî wê bûyerê hat, ji hespê xwe peya bû. [5659 cihani_bilican] Eniya Kerr û Kuliki ramûsî û gazî siwarekî kir û got: [5660 cihani_bilican] »Kuro zûka evî birîndarî bigehînin êlê. [5661 cihani_bilican] Bêjin bila zû Baylozi bînin û ewî derman bikin. [5662 cihani_bilican] Bêjin Baylozî bila wî ya baş derman ke, ha!« [5663 cihani_bilican] Bi gotina Emer axayî ra suwarek ji nav Siwaran derket û hate bal birîndarî. [5664 cihani_bilican] Du, sê kesan alî hev kirin û birîndarê dîl li terkiya wî suwarî kirin û ew bi siwarî va baş girêdan û şandin nav êlê. [5665 cihani_bilican] Birîndarî xwe diçirçirand. [5666 cihani_bilican] Du, sê caran li ser pişta hespi, hindik mabû, siwar jor da bixista, lê suwar, sauwarekî kirarî bû. [5667 cihani_bilican] Gîr nedidayê û hey ew şîret dikir û hey jî gef lê dixwar. [5668 cihani_bilican] Suwar û peyayên hawariyê revo berev kirin û li ser êlê da hajotin. [5669 cihani_bilican] Emer axayî ferman da û got: [5670 cihani_bilican] »Bêjin bila şivan û berxevan û gavan giştî pez û dewaran bajon, herin kewşenê pêş malan, da ko dijmin tên termên xwe dikişînin.« [5671 cihani_bilican] Şivan û berxevan û gavan û revîvan û kelevanan hemûyan pêkve Kerrî û garan û revo top kirin û dane pêşiya xwe û ber bi kewşenê pêş malan hajotin. [5672 cihani_bilican] Kalekal û barebar û oreor û deng û gazî tevî hev bibûn. [5673 cihani_bilican] Birîndar gîhandin nav malan. [5674 cihani_bilican] Werdek li ber derê konî rawestabû. [5675 cihani_bilican] Êh li ber çavên wê ra nedihat. [5676 cihani_bilican] Dayîkên rêncberên dî digotin û digiriyan û her kê dihat, nas û nenas pirsiyara zarên xwe ji wan dikirin. [5677 cihani_bilican] Lê Werdekê te digot qay çi kesê wê li çolê û li meydana şeri da nîne, xwe dabû ber derê konê xwe û li komelê û hat û çû û deng û hawariyê dinihêrî. [5678 cihani_bilican] Ew suwarê ko birîndarê dîlkirî hanî, bi dengekî bilind gazî jin û zarên ko digiriyan û bêtabî dikirin, kir û got: [5679 cihani_bilican] »Na, na hûn çi digirîn! [5680 cihani_bilican] Hûn qirik bin li ser jinaniya xwe da. [5681 cihani_bilican] Hûn jî dibêjin em dayîkin û me ji komela xwe ra kur mezin kirine, mêr perwerandine, Werdek jî dibêje min kur mezin kirine û mêr perwerandine. [5682 cihani_bilican] Lawên Werdekê lêdane pênc diz kuştine û ev jî serekê cerdê ye, ko birîndar kirine û dîl girtine. [5683 cihani_bilican] Bixwe jî sipas ji Xwedê ra qet difina wan jî xûn nebû ye. [5684 cihani_bilican] Suwari di gel vê gotina xwe dîl gîhande ber derê mala Emer axayî û ew li pişt xwe vekir û peya kir û gazî berdestkekî kir û gotê were zû li hespê min siwar be û here pey Baylozî. [5685 cihani_bilican] Bêjê Emer axayî gotiye, bila bi bayê bezê were. [5686 cihani_bilican] Rewşa birîndari baş nîne. [5687 cihani_bilican] Berdestik li hespê wî siwar bû û hesp da ber zengiyan û bi xaran ber bi mala Baylozî çû. [5688 cihani_bilican] Perîşan jî bi koma qîz û bûk û keniz û kulfetan va li ber derê xîveta xwe rawestaye û guçkên wê li ser hawariyê ye. [5689 cihani_bilican] Perîşan neditebitî. [5690 cihani_bilican] Diçû xîveta xwe û derdiket û dihate bal qîz û bûkan. [5691 cihani_bilican] Bi bihîstina navê Kerrî ra, he-man ew pirûska ko du, sê salan berî niha li ber derê konî dilê wê lerizandibû, dilê wê dîsan weke hêlikanekê hejikand. [5692 cihani_bilican] Dilê wê bi tundî lêdida. [5693 cihani_bilican] Bêhna wê diçikiya. [5694 cihani_bilican] Nedihecimî. [5695 cihani_bilican] Ketibû ta û têlê. [5696 cihani_bilican] Gotegot ketibû na-va xelkê êlê û ev gotinan ji devên hev direvandin: [5697 cihani_bilican] Kerr û Kulikê Silêmanî pehlewan în. [5698 cihani_bilican] Mêrxas in. [5699 cihani_bilican] Kiçê pênc mêr kuştine û serekê cerdê jî birîndar û dîl kirine. [5700 cihani_bilican] Hema bi destên vala? [5701 cihani_bilican] Na ha, herduk jî li çek û rextên pehlewantiyê da bûne. [5702 cihani_bilican] Mêrikan mala wan her li berê da mêr in. [5703 cihani_bilican] Bera mêran, mêr jê radibin. [5704 cihani_bilican] Kiçê herdûk jî li cil û bergên asinîn da bûne. [5705 cihani_bilican] Kiçê bi şûr û mertal û sûngî û zirêx in! [5706 cihani_bilican] Kiçê Xudê herdu jî pehlewan in. [5707 cihani_bilican] Erê, erê Yezdan kem, herdu jî pehlewan in. [directspeech cihani_bilican] Kiçê herdu jî pehlewan in, lê yê mezin çavê Xudê lê be, ji xwe ra pirtîkek agir e. [5708 cihani_bilican] Bizot e, bizot. [5709 cihani_bilican] Na Xudê herdu jî li ser hevdu ra nin. [5710 cihani_bilican] Yek ji yekî zêdetir nîne. [5711 cihani_bilican] Herdu jî ji xwe zêde ne. [directspeech cihani_bilican] Na, na, birayê mezin destê Yezdanî li ser serî be, her pirtîka agirê birûskê ye. [directspeech cihani_bilican] Kiçê Xudê birûsk li ber çavên wî difire. [5712 cihani_bilican] Hindekan qet Kerr û Kulik nas jî nedikirin û qet nedîtibûn jî, lê li ber wê hindê ko ji xelkê paş da nemînin, ewan jî dest pê dikirin û pesnên wan herdu pehlewanan didan. [5713 cihani_bilican] Guçkê Perîşanê li van gotin û pesnan bû. [5714 cihani_bilican] Evan gotin û pesnana dilê wê dilerizandin. [5715 cihani_bilican] Ew pirûska caranî dîsan dihat û li nav çavên wê digeriya û dilê wê ser û binî hev dikir. [5716 cihani_bilican] Ew keyfxoş bû. [5717 cihani_bilican] Digot û dikeniya. [5718 cihani_bilican] Li ber şabûna hinarkên rûmetê wê sor û geş bibûn. [5719 cihani_bilican] Kerrê delal talanê bavê wê zivirandibû. [5720 cihani_bilican] dijminê bavê wê dîl girtibû, birîndar kiribû. [5721 cihani_bilican] Neditebitî. [5722 cihani_bilican] Diçû xîveta xwe û tiştek digot û dîsan bi ken û gulşayî dizivirî nav hevalan. [5723 cihani_bilican] Li ber xwe da li nava dev û lêvan da tiştek digot. [5724 cihani_bilican] Lêvên wê yên sore gêlasî diricifîn. [5725 cihani_bilican] Tiştek bînanî lawijeyan li ber xwe da digot. [5726 cihani_bilican] Bi tilîlî çû aliyê heremserayê. [5727 cihani_bilican] Çû kete xîveta xwe. [5728 cihani_bilican] Erê lawije bû, ko digot. [5729 cihani_bilican] Bi dengekî germ û nerm û dilhebîn, hêdîka lîlandê. [5730 cihani_bilican] Gava ko giheşte xîveta xwe, kûşkê dengê xwe bilind kir û got: [5731 cihani_bilican] Cerd derketî, cerda roye. [5732 cihani_bilican] Cerd derketî cerda ro ye. [5733 cihani_bilican] Avîtiye ser revoyê hespên di bavo ye. [5734 cihani_bilican] Hawarîkê hatiye bi şayî û xweşî, bi lolo ye. [5735 cihani_bilican] De dibêjin yê ko mêran dikuje, terş û talanan dizivirîne, lawê Werdekê, kurê Silêmanî, mêrxasê mêran, na Xudê berdilka dilê min evdalê navê wî Kerro ye. [5736 cihani_bilican] Hay ji serê xwe nemabû. [5737 cihani_bilican] Agirê evînê pêtî dida. [5738 cihani_bilican] Leşê wê germ bibû. [5739 cihani_bilican] Bêhna xwe taze kir û dîsan lîlandê: [5740 cihani_bilican] De berdê, berdê, berdê, lawiko berdê. [5741 cihani_bilican] Berdilka dilê min evdalê berdê. [5742 cihani_bilican] De mêrxaso berdê, çapûku berdê. [5743 cihani_bilican] Palewano berdê, xoşewîsto berdê, dilrevîno berdê. [5744 cihani_bilican] Tu yê ji dilê min evdalê kuta bike, êş û kul û evê derdê. [5745 cihani_bilican] De tu yê seriyan jê bike leşan bavêje erdê [5746 cihani_bilican] De dibêjin yê ko pênc mêran dikuje, dîl dike serekê cerdê. [5747 cihani_bilican] Ew berdilka dilê min evdala Xudê Kerrê delal lawê Werdê... [5748 cihani_bilican] De lawiko berdê, berdê, berdê, berdê, berdê, berdê,... [5749 cihani_bilican] Li pişt serê xwe ra mêze kir, dîna xwe dayê, berdestka wê Macana Cano li pişt wê rawesta ye. [5750 cihani_bilican] Çavên wan li nav çavên hevdu ket, Perîşanê serê xwe kire ber xwe. [5751 cihani_bilican] Macanê gotê: [5752 cihani_bilican] Xoşdeviya min çi zû dilê te ketê! [5753 cihani_bilican] Macanê taze nîne ku! [5754 cihani_bilican] Lê kengê ve raye!? [directspeech cihani_bilican] Tê bîra te, hê wê salê dema ko di gel Mamê Îsi hatibûn dîwanxanê ha, gava ko em li ber derê konî rastî wan hatin ha, hê hînga va ewî dilê min revandiye. [5755 cihani_bilican] Şûşa dilê min bi avirên birûskasa derizandiye. [5756 cihani_bilican] Qirikê hema gava ko çavên min li nav çavên wî ket, serê bavo pirûsk ji çavên wî barîn. [5757 cihani_bilican] Bi Yezdan kem agir ji ber çavên wî firîn. [5758 cihani_bilican] Min hema rastî jî du mû yên giyanistînî li nav çavên wî da dîtin. [5759 cihani_bilican] Serê bavo her cara ko ez navê wî tînim, yan dema ko ew roja tê bîra min, ew pirûska çavên wî tê li nav çavên min da dirûnê û dilê min dilerizîne. [5760 cihani_bilican] Perîşanê li ser hev û bi kel û bîn diaxift. [5761 cihani_bilican] Vêca bi gotinên xwe ra destên xwe li skura Macana Cano ra bir û ew têr maç kir û gotê: [directspeech cihani_bilican] Macanê ji kesî ra nebêje ha! [directspeech cihani_bilican] Na, na dilniya be! [5762 cihani_bilican] Ez ji çi kesî ra nabêjim. [5763 cihani_bilican] Lê te çima ta niha ji min ra nedigot? [5764 cihani_bilican] Xudê rûyê min nedigirt. [5765 cihani_bilican] Na, na te ji min ra bigota, ha. [directspeech cihani_bilican] Macanê bila hê çi kes ji min û te pêve, pê nezanibe, ha! [5766 cihani_bilican] Kanê dûmaya karên me tê li ko asê dibe. [5767 cihani_bilican] Bila li ber guçkên bavo nekeve ha, bavo bibihê, yê porên min kur bike. [directspeech cihani_bilican] Na, na ji solika xwe ra bêje. [5768 cihani_bilican] Xudê te ta niha ji min ra bigota, niha min mêjve destên we kiribûn nav destên hevdu da. [5769 cihani_bilican] Macanê dîsan jî dereng nîne. [5770 cihani_bilican] Hay hay, li ser ser û herdu çavên xûşka te. [5771 cihani_bilican] Bayloz kalemêrekî bejinbilindî, navziravî, li hindav da hilkişyayî bû. [5772 cihani_bilican] Temenê wî li ser nud û neh salan ra bû. [5773 cihani_bilican] Ew hind baş li ser xwe mabû, gava ko pişta wî biketa mirovi, mirovî we hizir dikir, ko ew xortekî çardesalî ye. [5774 cihani_bilican] Lê gava ko berê wî dikete mirovi, çavên mirovî bi simbêlê wî yê kever û cotên birû yên sipîçîl diket, mirovî dizanî, a, ew mêrekî li nav salan da çûyiye. [5775 cihani_bilican] Baylozi simbêlekî qeytanî dadinî. [5776 cihani_bilican] Simbêl û birûyên wî te digot her yek lûfikek pembo ye, ko te bi dest bi ser çavên wî va zeliqandî ye. [5777 cihani_bilican] Birûyên wî li ser çavan da qet bibûn û ji çavên wî ra bibûne sîvank. [5778 cihani_bilican] Li dar û nedarên cîhanê da, tenê hespekî bayloz û têrxorceke wî û odeyek wî tijî gul û gîha û pincarên dermanî hebû. [5779 cihani_bilican] Gava ko dibû buhar, Bayloz li hespê xwe siwar dibû û serê xwe hildida û dikete çil û çiyan. [5780 cihani_bilican] Ew tim li zang û tatistan û beroj û kaş û beyaran digeriya. [5781 cihani_bilican] Ewî bi hezaran gul û giyayên berojan, bi nav û nîşan dinasî. [5782 cihani_bilican] Li her gîha û gulê nimûneyek li têrxurca Baylozî da hebû. [5783 cihani_bilican] Ca ewî bi wan gul û gîhana dermanên cur be cur çêdikir. [5784 cihani_bilican] Baylozî ne tenê ji derdên mirovan ra derman çêdikir, belkû ewî derdên ajelan, bi taybetî derdên hespan jî baş nas dikir. [5785 cihani_bilican] Her kêderê nexweşek heba, birîndarek heba, hespekê nexweşiyek bigirta, dişandin peyê Baylozî. [5786 cihani_bilican] Bayloz bêy wê hindê ko xwe gîro bike, bi lez û bez li hawara nexweş, yan birîndaran da diçû. [5787 cihani_bilican] Bayloz mirovekî gerîde û cîhandîtî bû. [5788 cihani_bilican] Ewî giştî êl û eşîretên Kurdistanê bi nav û cî nas dikir. [5789 cihani_bilican] Xelkê welatî jî hemûyê ji hûr û giran Baylozê nojdar bi nav û deng û reng nas dikirin. [5790 cihani_bilican] Lê di gel wê hindê jî kesê nedizanî, ka Bayloz xelkê kêderê bûye û ji kêderê hatiye. [5791 cihani_bilican] Rast bû ko ew li navça jêrdesthelatdariya Emer Axayî da dima, lê kesî nizanî, ew li ko hatiye û pêşda xelkê kêderê bûye. [5792 cihani_bilican] Herwisan kesî nizanî ka Baylozi navê van hemû gul û gîha û pincarana ji kê û li kêderê hîn bûye. [5793 cihani_bilican] Gelek caran li rêkên pir dûr ra dihatin dû wî û ew di gel xwe dibirin sera nexoşan. [5794 cihani_bilican] Baylozî li himber vê xizmeta giring da destmizda xwe çi tişt nedistand. [5795 cihani_bilican] Ca evê hindê jî lap rêz û sengiya wî li nav gelî da biribû serê. [5796 cihani_bilican] Li giştî berevî û dîwanxanan da Bayloz tim li serê jorê, li rex axa û beg û mîran rûdinişt. [5797 cihani_bilican] Gava ko derî li komelekê vekira, giştî komelê bi cahil û ahilan va li ber piyên wî radibûn. [5798 cihani_bilican] Dema ko navê Baylozî bihata, komelê bi giraniyeke taybetî, bi pîrozî navê wî dihanîn. [5799 cihani_bilican] Baylozî ciyê xwe li nava tewawî dilan da vekiribû. [5800 cihani_bilican] Heylo dilreş û çavnebaran jî rêz ji wî ra digirtin. [5801 cihani_bilican] Mala Baylozî bibû nexweşxana giştî û dermangeha tebayî. [5802 cihani_bilican] Odeyeke wî ya taybetî hebû, gava ko derê odê vedikir, bêhna gul û gîhayên beyanî mirov mest û gêj dikir. [5803 cihani_bilican] Tûrik tûrik gul û gîhayên cur be cur bi dîwarê wê odê va darda kiribû, û navê her yekê û çawaniya bikarbirina wan û cîhê ko ew gul yan gîha û pincarana lê hêşîn dibû, li ser nivîsîbû. [5804 cihani_bilican] Gîhagewrik, gîhamamedik. [5805 cihani_bilican] Gîhabend, tolik, pelgeno, rezkêrûvî, ronas, heliz, guhbizink, guhançêlek, qanok, çavêga, tîjtîjok, mijmijok, gezgezok, qaşim, so, û bi sedan gîhayên cur be cure dî. [5806 cihani_bilican] Bayloz wekî her car li odeya xwe ya taybetî da bû, ko suwarekî bi bayê bezê xwe li der mala wî ra gîhand. [5807 cihani_bilican] Bi dengê simên hespi ra Baylozî mêvanê xwe nasî û zanî dîsan weke her car, birîndarekî birînkûr hewceyî arîkariya wî ye. [5808 cihani_bilican] Hê siwar li hespê peya nebibû, ko Baylozi postalên xwe kişande piyên xwe û ji mal derket û pirsî: [5809 cihani_bilican] »Xêre?« [directspeech cihani_bilican] A, a, xêr e. [5810 cihani_bilican] Ciyê nihêraniyê tune ye. [5811 cihani_bilican] Cerdê avîtiye ser revoyê mala Axayî. [5812 cihani_bilican] Revîvanan lêdane serekcerd birîndar kirine. [5813 cihani_bilican] Axayî ez şandime...« [5814 cihani_bilican] Bayloz nehîşt ew gotinên xwe kuta bike. [5815 cihani_bilican] Bixwe banz da tewlexanê û hespê xwe ko xurcika dermanan li terkiyê va girêdayî bû, kişande derva û lê siwar bû û di gel wî siwarî bi xaran ber bi mala Emer Axayî kudand û li meydanekê da xwe gîhande mala Emer Axayî. [5816 cihani_bilican] Li dîwanxana mala Emer Axayî da hêvirze û deng û hera bû. [5817 cihani_bilican] siwar û peya hemû ji hawariyê zivirîbûn û li hundurê dîwanxanê da li ser mêranî û mêrxasiya Kerr û Kulikê Silêmanî diaxiftin. [directspeech cihani_bilican] Kuro Yezdan kem mêr li ser Kerrî ra nehatiye. [5818 cihani_bilican] Min bixwe bi çavên xwe dît, ko ewî çawa şûrek li tera stuyê suwarê pêşîn da êda û ew li ser xana zînî da jor da anî. [5819 cihani_bilican] Bi Xudê min jî dît, ko çawa şûr diweşand. [5820 cihani_bilican] Na, na kuro şûr nibû, sûngî bû, sûngî. [5821 cihani_bilican] Kuro evan ew çek û rextana li kêderê înane? [5822 cihani_bilican] Axayî ji wan ra daye girêdanê. [5823 cihani_bilican] Na, na çek û rextên bavê wan ne. [5824 cihani_bilican] Bi serê heft kuran mirov digot qay her yek ejdehayeke. [5825 cihani_bilican] Hero ewan zirêxên pehlewanan li xwe kiribûn. [directspeech cihani_bilican] A,a, mêrikan pehlewan în. [directspeech cihani_bilican] Be, ev karê pehlewanane. [5826 cihani_bilican] Du genc li hember sî, çil suwarên tev girêdayî da li ber xwe bidin. [5827 cihani_bilican] Pênc mêran bikujin. [5828 cihani_bilican] Pênc hespan li revoyê zêde bikin. [5829 cihani_bilican] Serekcerdî jî birîndar bikin û dîl bigirin û difina wan jî xwîn nebe. [directspeech cihani_bilican] Erê Xudê kem herdu jî pehlewan în. [5830 cihani_bilican] Li nava vê hêvirze û denge dengê da, Baylozi derî li wan vekir. [5831 cihani_bilican] Bi têçûna Baylozî ra, komel tev da li ber Baylozi va rabûn. [5832 cihani_bilican] Êdî deng û hera vetexirî. [5833 cihani_bilican] Li dû ra dengê nalenala birîndarî li ser hemû dengan ket. [5834 cihani_bilican] Bayloz hat û li ber serê birîndari rûnişt. [5835 cihani_bilican] Destê xwe da ser eniya wî. [5836 cihani_bilican] Birîndar li xwînê û xûyê da mewicîbû. [5837 cihani_bilican] Li ber Kerrban reş hilgeriyabû. [5838 cihani_bilican] Baylozî ferman da cilkên wî jê şiqitandin. [5839 cihani_bilican] Kincên wî li xwînê da mabû. [5840 cihani_bilican] Xwîn bi kincên vî va meyîbû û kincên wî bi leşê wî va zeliqîbûn. [5841 cihani_bilican] Birîneke kûr li ser girkê milê wî yê rastê devê xwe jev vekiribû. [5842 cihani_bilican] Hemmanê xwîneke reş lê dikişiya. [5843 cihani_bilican] Baylozî ferman da: [5844 cihani_bilican] »Ji min ra du tasik û hindek nivîşkê palaftî û hindek cabê nû bînin! [5845 cihani_bilican] Taseke rûn jî biqijilînin!« [5846 cihani_bilican] Îca li dû gotina xwe ra destên xwe avîte xurcika xwe û du, sê kîsik giyayên hişikkirî deranî. [5847 cihani_bilican] Du, sê cure giya li kîsikan deranî û bi destên xwe ewan li nava hev da pişaft. [5848 cihani_bilican] Xişexişa giyayan bû, li nav tiliyên Baylozî yên pîr û dirêj ra vî alî wî alî dişûlikîn. [5849 cihani_bilican] Baylozî ewan baş û bi ser û ber pixirand û pişaft. [5850 cihani_bilican] Jê ra nivîşk, du tasik û hindek cabê nû jî anîbûn. [5851 cihani_bilican] Ewî ew giyahana li hev da û ber da nav tasikê. [5852 cihani_bilican] Li dû ra pêkutekî birûş li xurcika xwe deranî û hindek nivîşk berda ser wî giyahê pişaftî û bi ser û ber ew giyaha kuta û miz da. [5853 cihani_bilican] Wisan kuta û miz da, ko merhemeke baş lê durust bû. [5854 cihani_bilican] Li dû ra Baylozî ferman da û gote birîndari: [5855 cihani_bilican] »Lawê min, xwe li ser piştê dirêj ke!« [5856 cihani_bilican] Birîndarî xwe li ser piştê dirêj kir. [5857 cihani_bilican] Baylozî dev û dorên birîna wî pê nivîşki şûşt û paqij kir. [5858 cihani_bilican] Li dû ra Baylozî berê xwe li ser komelê da, ko hemûyê xwe kir kiribûn û çarçavî mabûn û li destên Baylozî mêze dikirin, kir û got: [5859 cihani_bilican] »Du kes ji we destên birîndari ra bigirin. [5860 cihani_bilican] Yek jî li ser sîngê wî rûnê, du kes jî bila baş bi piyên wî ra bigirin.« [5861 cihani_bilican] Pênc mêrên bi dest û pê li nav komelê rabûn û hatin rex birîndarî. [5862 cihani_bilican] Dûyan destên wî ra girtin. [5863 cihani_bilican] Yek li ser sîngê wî rûnişt. [5864 cihani_bilican] Dûyan jî bitew bi herdu lingên wî ra girtin. [5865 cihani_bilican] Li wê demê da rûnê daxkirî, ko qijeqija wî bû, anîn û li ber destên Baylozî da danîn erdê. [5866 cihani_bilican] Baylozî berdestikek da ber destên xwe û gote birîndarî: [5867 cihani_bilican] »Tu amadeyî lawê min?« [5868 cihani_bilican] Birîndarî bi nalenal got: [5869 cihani_bilican] »A, apo ez amademe.« [5870 cihani_bilican] Her di wê demê da Baylozî got: [5871 cihani_bilican] »Yek, du, sê!« [5872 cihani_bilican] Bi hejmara sêyê ra Baylozî devê tasika rûnê qijilandî li ser devê birîna li ser girkê milê birîndari da kir û gulpek rûnê qijilandî durust li ser devê birînê da kir. [5873 cihani_bilican] Qajîn bi birîndarî ket. [5874 cihani_bilican] Bû qijêna rûnê qijilandî û li ser devê birînê geriya. [5875 cihani_bilican] Qajeqaja birîndari bû. [5876 cihani_bilican] Dengê wî bi rêka fersexan rê pîva. [5877 cihani_bilican] Bi dengê wî ra zome tev hejikî û ber bi dengî hatin. [5878 cihani_bilican] Birîndarî xwe li bin pênc kesan da hildavît. [5879 cihani_bilican] Lê nikarî li bin wan da rabûya. [5880 cihani_bilican] Ewî gelekî xwe çirçirand, lê li dû ra ji tik û pik ket. [5881 cihani_bilican] Rûnê qijilandî sergirka milê birîndarî kire patîlokeke sor. [5882 cihani_bilican] Baylozî piştî kewandina birînê hindek nivîşk danî ser devê birînê û li dû ra ew merhema ko çêkiribû, bi hemet û hêdîka li birînê sût. [5883 cihani_bilican] Paşê Baylozî birîn bi cabê nû baş û ser û ber pêça. [5884 cihani_bilican] Cab li ser girkê milê wî ra bir û li binçenga wî ra derbas kir û li ser sîngê wî herdu serên parçe bi hev ve îşkeîşk girêda. [5885 cihani_bilican] Birîndar nehiş ketibû. [5886 cihani_bilican] Li dû ra Baylozî got: [5887 cihani_bilican] »Birîndarî rakin û danên nav nivînan. [5888 cihani_bilican] Çar pênc mêran birîndar li nav hev ra kirin û wekî termekî rakirin û danîn nav nivînan. [5889 cihani_bilican] Destek nivînê baş û paqij ji birîndarî ra danîbûn. [5890 cihani_bilican] Gava ko birîndar danîn nav nivînan, hê jî birîndar nehatibû ser hişê xwe. [5891 cihani_bilican] Qawegerînan lûlehengekî zeng, tijî av bi legeniyekê va anîn, li ber Baylozî girtin û Bayloz pêş wê hindê da ko destên xwe bişo, destmalek ter kir û danî ser eniya birîndari. [5892 cihani_bilican] Bû îskeîska birîndarî û hate ser hişê xwe. [5893 cihani_bilican] Birîndar pêş da bi çavên beloqbûyî li dor û berên xwe nihêrî. [5894 cihani_bilican] Lê paşê xûyeke sar li ser ra avît û bû nalenala wî. [5895 cihani_bilican] Emer Axa hat û li ber serê wî rawesta û gotê: [5896 cihani_bilican] »Li ber xwe bide kurê baş! [5897 cihani_bilican] Êdî kuta bû. [5898 cihani_bilican] Apê Baylozî tu rizgar kirî. [5899 cihani_bilican] Êdî tu ji mirinê filitî. [5900 cihani_bilican] Çi hizrên nebaş jî neke. [5901 cihani_bilican] Tu mêvanê vê malêyî. [5902 cihani_bilican] Ta ko birîna te baş qenc nebe, em nahêlin tu herî. [5903 cihani_bilican] Hemîn apê Baylozi jî dê seriyan li ser te neqetîne.« [5904 cihani_bilican] Birîndarî xwe nehişiyê avîtibû. [5905 cihani_bilican] Çi bersiva Emer Axayî nedida. [5906 cihani_bilican] Emer Axa zivirî ser ciyê xwe. [5907 cihani_bilican] Li wê navê da Baylozi jî destên xwe pak şoşt û hat û li rex Emer Axayî rûnişt. [5908 cihani_bilican] Deng û rengê êla Emer Axayî hatibû guhestinê. [5909 cihani_bilican] Te digot qay zemawendeke giran li nav êlê da dest pê bûye. [5910 cihani_bilican] Komel hemû keyfxoş û demsaz bûn. [5911 cihani_bilican] Du, sê roj li ser wê bûyerê ra bihorî bû, ko şivan hatin û gotin: [5912 cihani_bilican] »Dijminan hê nehatine, termên kuştiyên xwe nebirine. [5913 cihani_bilican] Bêhina genî [5914 cihani_bilican] ketiye terman û term hemû kurmî bûne.« [5915 cihani_bilican] Emer Axa hate ber serê birîndari û gotê: [5916 cihani_bilican] »Em dizanin ko tu serekcerdî. [5917 cihani_bilican] Ev çend roj li ser ra bihorîne, lê hê kesek ji êla we nehatine û termên kuştiyên we nebirine. [5918 cihani_bilican] Term hemû li ber germayê xerab bûne. [5919 cihani_bilican] Lawo em hevhêsîne. [5920 cihani_bilican] Hevhêsiyan her li berê da mêr ji hevdu kuştine. [5921 cihani_bilican] Eger destûra te hebe, bila çend kes herin û termên kuştiyên we bînin û hema li nav goristana me da çal bikin. [5922 cihani_bilican] Bila her terman li vir bispêrin axê.« [5923 cihani_bilican] Birîndarî çavên xwe da ser hev û serê xwe zivirand û got: [5924 cihani_bilican] »Hûn bixwe dizanin. [5925 cihani_bilican] Hûn çawa dikin, bikin.« [5926 cihani_bilican] Îca bi wê gotinê ra lihêf kişande ser çavên xwe û serê xwe kire bin lihêfê da. [5927 cihani_bilican] Emer Axa ferman da û got: [5928 cihani_bilican] »Sî, çil siwar û peya herin, wan termana bidin ser darbestan û bînin li nav goristana me da bispêrin axê!« [5929 cihani_bilican] He di gavê da, sî, çil siwar û peya bi hev ketin û ber bi geliyî çûn. [5930 cihani_bilican] Bêhin ketibû terman. [5931 cihani_bilican] Bêhnê bi fersexan rê dipîva. [5932 cihani_bilican] Mirov li ber bêhnê nedişiya li ser terman bikeve. [5933 cihani_bilican] Mêş û moz li ser terman berev bibûn. [5934 cihani_bilican] Du, sê term jî kurmî bibûn. [5935 cihani_bilican] Qilevila kurman bûn li nav hev da digeriyan. [5936 cihani_bilican] Komelê darbest girêdan û term danîne ser darbestan û ber bi zoma Emer Axayî zivirîn. [5937 cihani_bilican] Darbestên kuştiyan hema yeksere birin û li nav goristanê danîn erdê. [5938 cihani_bilican] Pêş da xwestin wan hema wisan neşoştî bi cilikan va çal bikin. [5939 cihani_bilican] Lê Mela Osman, melayê zomê nehîşt. [5940 cihani_bilican] Bi gotina Mela, kuştî rût kirin. [5941 cihani_bilican] Mela li ser mirîşoyan ra rawesta û kuştî bi ser û ber bi wan da şûştinê. [5942 cihani_bilican] Term hilhilîbûn. [5943 cihani_bilican] Nedihatin şûştinê. [5944 cihani_bilican] Mirîşoyan bi zor û zehmet kuştî şûştin û her yekê kefenek li serê wana werkirin û ewan rêz li rex hev li goristana zomê da çal kirin û pişta xwe danê û zivirîn û hatin dîwanxanê. [5945 cihani_bilican] Dema birîndari roj bi rojê baştir dibû. [5946 cihani_bilican] Ji wî ra çadirek cuda li rex konê dîwanxanê vegirtibûn û du nobedar jî dabûn ber derê çadirê. [5947 cihani_bilican] Baylozi du rojan carekê dihat û birîna wî vedikir, bi nivîşkê palaftî birîn dişoşt û ser ji nû destek destnermik dadinî ser birînê û ew dîsan weke her car bi ser û ber girê dida. [5948 cihani_bilican] Sê heftiyên xişt li ser roja cerdê ra derbas bibû, ko çar pênc siwarên nenas hajotin ber derê mala Emer Axayî. [5949 cihani_bilican] Du melayên şaşikkever jî li nav wan Siwarana da dihatin xûyanê. [5950 cihani_bilican] Meyteran banz dan û serên hespan ra girtin û hesip birin tewlexanê. [5951 cihani_bilican] Neimetê Îsi jî weke her car li pêşiya mêvanan ket û ewan ber bi dîwanxanê rênimûnî kir. [5952 cihani_bilican] Mêvan li ber derê dîwanxanê rawestan û silav dane komelê. [5953 cihani_bilican] Emer Axayî silava mêvanan vergirt û ciyê rûniştinê nîşanî wan da. [5954 cihani_bilican] Mêvan rêz li rex hev rûniştin. [5955 cihani_bilican] Emer Axayî serçavanî da mêvanan. [5956 cihani_bilican] Mêvanan zor bi tore û li ser xwe bersiva serçavaniya Emer Axayî dan. [5957 cihani_bilican] Mela Osman melayê êla Emer Axayî, herdu melayên mêvan bi nav nas dikir. [5958 cihani_bilican] Yek ji wan Xoce Demir, pêşnivêjê êla Deniz Begî bû. [5959 cihani_bilican] Mela Osmanî çav li Emer Axayî kir û Emer Axayî hilda. [5960 cihani_bilican] Paşî vexwarina qaweyekê, Emer Axayî berê xwe li ser Xoce Demir da kir û jê pirsî: [5961 cihani_bilican] Dey Xoce bêje ka çi heye? [5962 cihani_bilican] Çi tuneye? [5963 cihani_bilican] Ha bi xêr ji kîve? [directspeech cihani_bilican] Ezbenî xweşiya canê te. [5964 cihani_bilican] Tiştekewisan tune ye. [5965 cihani_bilican] Lê neşiya gotinên xwe bidomîne. [5966 cihani_bilican] Destên xwe miz da û çokên xwe guhest û ciyê xwe xweş kir. [5967 cihani_bilican] Rûyê wî nedigirt bêje ka ji ko tê. [5968 cihani_bilican] Serê xwe kire ber xwe da û paşê herwisan ko serê wî li ber da bû û li erdê dinihêrî, got: [5969 cihani_bilican] »Ezbenî, Deniz Begî em rê kirine xizmeta we. [5970 cihani_bilican] Deniz Begî gelekî hûn silav dikirin û digot cahilan nezaniyek kirine, bala bi mezinaya xwe bibexşîne. [5971 cihani_bilican] Bila li gunehê Îldirim Begî bibihore...« [5972 cihani_bilican] Emer Axayî got: [5973 cihani_bilican] »Xizmet pêdivî nîne! [5974 cihani_bilican] Cerda xwe dişîne, talanan dikişîne û li ser da dişîne daxwazî û bexşîşan. [5975 cihani_bilican] Belke cerda we nêzeyek li revîvanê min bidana. [5976 cihani_bilican] Kurê xelkê bû, minê çi bersiva êl û xizm û kes û karên wan bida. [5977 cihani_bilican] Ca eger ev bûyera berewajî biba, axo Deniz Begî dê dîsan jî bişanda daxwaziyê?« [5978 cihani_bilican] Emer Axa tûre bibû. [5979 cihani_bilican] Dengê wî li dîwanxanê derdiket û belawî nava zomê dibû. [5980 cihani_bilican] Xoce Demirî got: [5981 cihani_bilican] »Ezbenî tu rast dibêjî. [5982 cihani_bilican] Ez jî mafî dideme te. [5983 cihani_bilican] Lê taze kareke qewimiye. [5984 cihani_bilican] Evê kêmasî û nezanîna cahilan li me bibihore. [5985 cihani_bilican] Kareke debiya nebûya, taze ko bûye û qewimî ye, ji me bibihorîne. [5986 cihani_bilican] Ji gunehên Îldirim Begî derbas be! [5987 cihani_bilican] » [directspeech cihani_bilican] Xoce yarî nîne, pênc mêr hatine kuştinê. [5988 cihani_bilican] Xwîna pênc mêran rijiya [5989 cihani_bilican] ye. [5990 cihani_bilican] Ez çi carê evê hindê napejirînim. [5991 cihani_bilican] Me Îldirim Begî jî nedîtiye. [5992 cihani_bilican] » Xoce li nava birû û bijangan da avirek da komelê û got: [directspeech cihani_bilican] Ezbenî em bo çi tiştî nehatine. [5993 cihani_bilican] Tenê hegera hatina me eveye, ko em peyama aşitiya Deniz Begî ragehînin xizmeta te. [5994 cihani_bilican] Sî cuzû Quran kem, ruha Deniz Begî jî hay ji vî karî nebûye. [5995 cihani_bilican] Roja qewimînê ez û Deniz beg em herdu jî li mal nebûn. [5996 cihani_bilican] Em herdu jî çûbûne bajari. [5997 cihani_bilican] Bi sedan kesî em li bajari da dîtine. [5998 cihani_bilican] Hemû gowane ko em li roja bûyerê da li mal nebûne. [5999 cihani_bilican] Cahilan bêy agadariya me ev karê hanî ne li rê kirine. [directspeech cihani_bilican] Xoce tu biçûkan şîret nakî, ku! [6000 cihani_bilican] Ro nîro sî, çil kes ji nav zoma mirovî bi çek û rextên şeri va siwar bibin û rikêfî ser terş û talanên xelkê bikin, mirov agah pê nabe? [6001 cihani_bilican] Taze kurê wî yê mezin jî serekcerde. [6002 cihani_bilican] Xoce niha eger pûşikek ji êla min ji cî bileqe, ez pê dihesim. [6003 cihani_bilican] Ew çawa hay ji vê bûyerê nebûye. [directspeech cihani_bilican] Ezbenî xuda bixwe gowa ye. [6004 cihani_bilican] Min çawa hêşka erzî xizmeta we kir, li roja bûyerê da ne ez, ne jî Deniz beg, yek ji me jî li mal da nebûye. [6005 cihani_bilican] Mela Osmanî jî li ser bayê Xoce axift û got: [6006 cihani_bilican] »Axa taze kareke bûye, bi mezinaya xwe evê hindê bide seb xatirê mêvanan. [6007 cihani_bilican] Ez daxwazê ji we dikim. [6008 cihani_bilican] Kareke taze qewimî ye. [6009 cihani_bilican] Her bide seb xatirê van mêvanan û vê komela xwe û ji gunehên Îldirim Begî derbas be!« [6010 cihani_bilican] Mamê Îs û du, sê ridênsipiyên dî jî hatin alî Mela Osmanî û li ber Emer Axayî geriyan. [6011 cihani_bilican] Gelekî li ber hevdu dan. [6012 cihani_bilican] Emer Axayî nedipejirand. [6013 cihani_bilican] Gencek li nav rêza mêvanan rabû û hate destê Emer Axayî û got: [6014 cihani_bilican] »Evê nezanînê ji me bibihore!« [6015 cihani_bilican] Emer Axayî nehîşt ew genca destên wî maçê bike. [6016 cihani_bilican] Destên xwe paş da revand û got: [6017 cihani_bilican] »Taze hûn hemû dibêjin, ez vê carê ji gunehên Deniz Begî û Îldirimî derbas dibim. [6018 cihani_bilican] Lê careke dî ev bûyera biqewume, ez çi carê napejirînim. [6019 cihani_bilican] Eva ya cînaretiyê nîne. [6020 cihani_bilican] Em cînarên hevin...« [6021 cihani_bilican] Piştî demeke xurt ko Emer Axayî hêrsa xwe rijand,berê xwe li ser Xoce da kir û li wê demê da ko destên wî derva nîşan dida, got: [6022 cihani_bilican] »Îldirim, waye li çadira han daye hûn dikarin pê ra biaxivin.« [6023 cihani_bilican] Xoce destê xwe da sîngê xwe û got: [6024 cihani_bilican] Zor sipas û bi gotina xwe ra ji cî rabû û çend kes ji mêvanan jî bi wî ra rabûn û li dîwanxanê derketin û Neimetê Îsi li pêşiya wan ket û çûne çadira Îldirimî. [6025 cihani_bilican] Îldirim li nav nivînan da diqilqilî. [6026 cihani_bilican] Xoce li be serê wî rûnişt û lihêf li ser çavên wî rakir. [6027 cihani_bilican] Ew nerazabû. [6028 cihani_bilican] Xwe xew ra avîtibû. [6029 cihani_bilican] Gava ko Xoce lihêf li ser çavên wî avît, çavên xwe kuta nav çavên Xoce. [6030 cihani_bilican] Xoce xwar bû û pêşeniya wî maç kir û li rewşa wî pirsî: [6031 cihani_bilican] »Tu çawa yî? [6032 cihani_bilican] Tu li ber birîna xwe aciz nînî?« Îldirim ji cî hilqedimî û bersiva Xoce da: [directspeech cihani_bilican] Na Xoce efendî Emer Axayî barekî giran danî ser stuyê me. [6033 cihani_bilican] Birîna min lap qenc bûye.« [6034 cihani_bilican] Li dû ra hevalên Xoceyi jî yekoyeko hatin û çûn li ber nivînê Îldirimî û ew maç kirin. [6035 cihani_bilican] Îldirim li nav nivînan da hilqedimî û li ser xwe rûnişt. [6036 cihani_bilican] Paşî bîstekî Xoce û hevalên wî zivirîn dîwanxanê û bi destûra Emer Axayî Îldirim jî di gel wan hat û li rex Xoce rûnişt. [6037 cihani_bilican] Li dû ra firavîn hat. [6038 cihani_bilican] Dîsan wekî her car firavîn berdane nav curinan. [6039 cihani_bilican] Vê carê birinc û zexmegoşt û dûvê beranan li nav curinan da bûn qûç. [6040 cihani_bilican] Komel kişiyane ser curnan. [6041 cihani_bilican] Paşî xwarin û vexwarinê, Xoceyî berê xwe li ser Emer Axayî da kir û got. [6042 cihani_bilican] »Emer Axa te barekî giran danî ser stuyê me. [6043 cihani_bilican] Niha eger destûra we hebe, emê ji xizmeta we murexes bin.« [6044 cihani_bilican] Emer Axayî li bersiva wî da got: [6045 cihani_bilican] »Tikaye Xoce! [6046 cihani_bilican] Her gava dilê we bixwaze hûn dikarin herin. [6047 cihani_bilican] Lê bi min wereng birîna Îldirimî hê baş qenc nebûye. [6048 cihani_bilican] Nojdarên we hene, yan na? [6049 cihani_bilican] Erê ezbenî nojdarên me hene, lê ya rastî, nojdarên me destê Baylozi nagirin. [6050 cihani_bilican] Başe, çi nake. [6051 cihani_bilican] Ezê bêjim bila Bayloz jî heftiyê carekê bê û li birîna Îldirimî binêre. [6052 cihani_bilican] Xoce rabû, qesda destê Emer Axayî kir. [6053 cihani_bilican] Emer Axa yek bi bejna xwe va li ber Xoce va rabû û nehîşt ew destên wî maçê bike. [6054 cihani_bilican] Li dû Xoceyî ra Îldirim jî rabû û xwe avîte ser dest û piyên Emer Axayî. [6055 cihani_bilican] Lê Emer Axayî nehîşt ew jî destên wî maçê bike. [6056 cihani_bilican] Milê Îldirimî yê rastê pêva darda bibû. [6057 cihani_bilican] Hê baş nikarî milê xwe rakira. [6058 cihani_bilican] Emer Axayî hemû li ciyên wan da, da rûniştandinê. [6059 cihani_bilican] Bi lêniqandina Emer Axayî ra Neimetê Îsi destek cilikên nû li nav buxçikekê da anî û li ber Îldirimî danî. [6060 cihani_bilican] Xoce û hevalên wî alî hev kirin û cilkên nû li Îldirimî kirin. [6061 cihani_bilican] li dû ra Emer Axayî gote seyîsan: [6062 cihani_bilican] »Hespên mêvanan amade bikin!« [6063 cihani_bilican] Li dû gotina Emer Axayî ra Xoce û hevalên wî û Îldirim ji cî rabûn. [6064 cihani_bilican] Emer Axa û komela dîwanxanê jî bi wan ra rabûn. [6065 cihani_bilican] Xoceyi got: [6066 cihani_bilican] »Emer Axa te barekî giran da ustuyê me. [6067 cihani_bilican] Em ta mirinê jî nikarin ji ber vê qenciya te derkevin. [6068 cihani_bilican] Vêca bi xatirê we. [6069 cihani_bilican] Tikaye fermon, rûnên.« [6070 cihani_bilican] Îca bi vê gotina xwe ra ber bi derê dîwanxanê çû. [6071 cihani_bilican] Emer Axa û komela xwe jî pê ra derketin derva. [6072 cihani_bilican] Li ber derê dîwanxanê, ji hespên mêvanan pêve, şeş hespên dî jî bi zîn û pûsadan va amade bûn. [6073 cihani_bilican] Yek ji wan şeş hespana hespek bû, ko Emer Axayî ji Îldirimî ra dabû zîn kirinê. [6074 cihani_bilican] Lê pênc hespên dî, yên kuştiyan bûn. [6075 cihani_bilican] Bi destûra Emer Axayî cil û bergên koştiyan hema wisan bi xwînê va li nav buxçikan da girêdabûn û havîtibûn terkiya hespên wan. [6076 cihani_bilican] Mêvan li hespên xwe siwar bûn û hespên kuştiyan jî kirin êrdeka hespên xwe û malavayî ji Emer Axa û koma wî kirin û zengî li hespên xwe dan û çûn. [6077 cihani_bilican] Piştî heyvekê teteran bîst beran anîn der mala Emer Axayî û gotin, ko Deniz begê sibê bê gerdenazayiyê ji Emer Axayî bixwaze û li ciyê dijminatiyê da dostaniyê danê. [6078 cihani_bilican] Piştî çûyîna mêvanan û dostaniya herdu gelan, Emer Axa giştî giregire û ridênsipiyên êla xwe gazî kir û mêvandariyeke giran li ser Kerr û Kuliki danî. [6079 cihani_bilican] Kerr û Kulik li jorî dîwanxanê li rex Mamê Îsi rûniştibûn. [6080 cihani_bilican] Du genc, du fêriz, du lawên tazegiheştî, taze bejinvedayî, du xortên taze berê simbêlên wan xûyî dayî, du pehlewanên bi milên hev ra, li serê dîwanxanê, li ser perê koma giregiran mil kutabûn hevdu û li ser darê edebê li ser çokan rûniştibûn. [6081 cihani_bilican] Di dîwanxanê da bi hezaran çav, li ser bejn û bala wan, zend û bendên wan, li ser tefeşa wan da direqisîn. [6082 cihani_bilican] Giştî dîwaniyan çav kutabûn wan herduyan. [6083 cihani_bilican] Kerr û Kuliki xwe li jêr giraniya hezaran çavî da didîtin û giraniya hezaran çavî li ser leşên xwe seh dikirin. [6084 cihani_bilican] Herduyan jî serê xwe kiribûn di ber xwe da. [6085 cihani_bilican] Li nav êla Emer Axayî da deb bû, ko eger rê û şûneke taybetî haba, jinan jî dikarîn li pişt perde û çîtên dîwanxanê da rawestin û li wê rê û şûnê, yan li wê bereviyê mêze bikin û axiftinên wan guhdarî bikin. [6086 cihani_bilican] Ca gava ko li nava zomê da bû dengî, ko îro mala Emer Axayî bonetî mêranî û mêrxasiya Kerr û Kulikê lawên Werdekê li ser wan mêvandarî daniye, û Emer Axa dixwaze wan herdu gencana bi pehlewantî bi komelê bide nasînê, û rêzgiriya mêraniya wan bike, koma jin û qîz û bûkan li pişt perde û çîtên dîwanxanê da lev civiyan. [6087 cihani_bilican] Piştî firavînê, Emer Axayî ciyê xwe guhest. [6088 cihani_bilican] Çarmêrkî rûnişt û pala xwe da palgî û berpalan. [6089 cihani_bilican] Du, sê caran bi dengekî bilind xwe kuxand û gewriya xwe paqiş kir û got: [6090 cihani_bilican] »Gelî komela hêja û giranbuha! [6091 cihani_bilican] Gelo hûn dizanin ko min roja îro çima hûn gazî kirine?« [6092 cihani_bilican] Îca hêviya bersivê va nema û bixwe bersiva xwe da: [6093 cihani_bilican] »Min roja îro hûn li vê bereviyê da top kirine, ko hûn di gel cotek pehlewanên min î xoşdevî nasiyar bibin. [6094 cihani_bilican] Min ev mêvandariya bonetî van herdu gencana daniye.« [6095 cihani_bilican] Îca bi tiliya xwe ya amanalês herdu bira nîşanî komelê da. [6096 cihani_bilican] Mamê Îsi hêdîka gote Kerr û Kuliki: [6097 cihani_bilican] »Rabin şipê! [6098 cihani_bilican] Rabin şipê!« [6099 cihani_bilican] Kerr û Kulik bi gotina Mamê Îsi ra rabûne ser xwe. [6100 cihani_bilican] Bi hezaran kesî çav kutane ser Kerr û Kulikê Silêmanî. [6101 cihani_bilican] Hezaran çavî hêrişî ser çavên wan kirin. [6102 cihani_bilican] ewan hêrişa hezaran çavî bi hev ra li ser çavên xwe seh kirin û serê xwe kirin ber xwe da. [6103 cihani_bilican] Te digot qay çavên wan dîwaniyan ji wana ra bar nagire. [6104 cihani_bilican] Çavan çavên wan dixwarin. [6105 cihani_bilican] Erê çav xenîmên xwe nas dikin. [6106 cihani_bilican] Kerr û Kuliki li çavên wan da dixwendin, ko her yek ji xudanê wan çavana di dilê xwe da digotin: [6107 cihani_bilican] »Xeta meta nebû, ko ev herdu revîvanana du, sê diz birîndar kirin. [6108 cihani_bilican] De îca Emer Axa Xudê ji babê te xweş nebe, dar li kewê neket, kew li darî ket û ev herdu kurikana, dizek birîndar kirin. [6109 cihani_bilican] Vêca ev hemû mizaxtin û mesrefa giran ji bo çiye? [6110 cihani_bilican] Ma ta niha qet çi revîvanî diz dîl negirtine, terş û talan nezivirandine, îca te çima hema li ser van herdu kurikana mêvandarî giran kir?« [6111 cihani_bilican] Ev gotinan li nav gelek seriyan da digeriya û gelek çavan gowayiya wê hindê didan. [6112 cihani_bilican] Lê kanê kê diwêre, ya di dilê xwe da derxîne eşkeretiyê. [6113 cihani_bilican] Kê dikare li tirsa Emer Axayî da evê raza dilê xwe ser veke? [6114 cihani_bilican] Ev xeberana ji devê kê ra derkeve, Axa yê zimanê wî di qulqulîkê da bibire. [6115 cihani_bilican] Yê zimanê wî li patika wî ra bide derêxistinê. [6116 cihani_bilican] Komelê hemûyê xwe keyfxoş nîşan didan. [6117 cihani_bilican] Li dema ko Emer Axa diaxift, Koma qîz û bûk û jinan jî, li pişt perde û çîtên dîwanxanê rawestabûn û li qelşên çîtan ra, li celxên konan ra, derva dîna xwe didane hundurê dîwanxanê û Kerr û Kulik bi tiliyan nîşanî hev didan. [6118 cihani_bilican] Yek ji wan qîz û jinên ko li pişt perdên dîwanxanê ra dîna xwe di-da Kerr û Kuliki, Perîşana qîza Emer Axayî bû. [6119 cihani_bilican] Perîşan di gel dayîka xwe û keniza xwe Macana Cano rawestabûn û li dîwanî û dîwanxanê dinihêrîn. [6120 cihani_bilican] Li demekê da Perîşan û Macanê hev girtin û bi ken û yarî û henek kûşkê ji komê dûr ketin. [6121 cihani_bilican] Macanê gote Perîşanê: [6122 cihani_bilican] Li wî alî, rûmetê Kerrî ketiye ber sîberê, em wî alî baş nabînin. [6123 cihani_bilican] Were em li qelşa pêşberî Kerr û Kuliki ra dîna xwe bidine wan! [6124 cihani_bilican] » [6125 cihani_bilican] Perîşanê lê zivirand û gotê: [6126 cihani_bilican] »Qirikê! [6127 cihani_bilican] Porên te kur nebe, bavo yê me bibîne.« [directspeech cihani_bilican] Na, na, Axa waye bi komelê ra diaxive. [6128 cihani_bilican] Em ko tenê nînin, waye jinên êlê hemû dîna xwe didine wan. [6129 cihani_bilican] De were, em herin. [6130 cihani_bilican] Ka kî alî da rûmetê wî baş tê xûyanê? [6131 cihani_bilican] A, li vêderê ra. [6132 cihani_bilican] A, li vê qelşa konî ra berê wî ketiye me. [6133 cihani_bilican] Keri nişkava dît ko celxa konî ya peşberî wî fire bû û ronahiyê bînanî şûrekî, durust weke şûrekî tûj tarîtiya nîveka konî birî û kete ser çavên wî. [6134 cihani_bilican] Li dû ra reşekê xwe da ber wê ronahiyê. [6135 cihani_bilican] Çavên Kerrî li qelşa konî ra li nav çavên Perîşanê ket. [6136 cihani_bilican] Heman ew berqa ko sê, çar salan berî niha gava ko Kerr û Kulik bo cara yekê hatibûn dîwanxanê û li ber derê konê aliyê malê rastî Perîşanê hatibûn, dîsan li bîbika çavên Kerrî firî û li nav çavên Perîşanê da rûnişt. [6137 cihani_bilican] Ewê berqa caranî leşê wî jî dagirt. [6138 cihani_bilican] Dilê wî lerizand. [6139 cihani_bilican] Serê wî bêy hemdê wî kete ber da. [6140 cihani_bilican] Gava ko çavên Perîşanê li celxa konî ra li nav çavên Kerrî ket, dilê wê jî lerizî. [6141 cihani_bilican] Hema bi berqa çavên Kerrî ra zûka qelşa konî da hev û hema wisan li cî da rawesta û guhên xwe li dîwanxanê dagirt. [6142 cihani_bilican] Emer Axayî hê bi gef û gur diaxift û digot: [6143 cihani_bilican] »Ji îro şûn da êdî ev herdu gencana, ev herdu zilamana revîvan nînin. [6144 cihani_bilican] Ewan hêjayî wê hindêne ko di dîwanxanê da rûnên û çokên xwe bidin çokên ridênsipî û mêrxas û giregiran. [6145 cihani_bilican] ewan êdî ji îro şûn da pehlewanên êla me têne hejmarê.« [6146 cihani_bilican] Emer Axayî li dû ra berê xwe li ser herdu gencan da, ko hema wisan li ser piyan rawestabûn, kir û got: [6147 cihani_bilican] »We herdu birayan serê me li nav komelê da, li nava dost û dijminan da bilind kir. [6148 cihani_bilican] We em serferaz û serbilind kirin. [6149 cihani_bilican] Ev komela min îro hemû bi mêraniya ko we kiriye, dizanin. [6150 cihani_bilican] Ew hunurê ko we kiriye, ta roja îro kesî nekiriye. [6151 cihani_bilican] We serekcerdekî wekî Îldirimî, ko gerdenistûriya giştî hoz û êlên navçê dikir, tewand û we ew li ser çokan xist. [6152 cihani_bilican] Hûn bûn hokarê wê hindê ko Deniz were li dîwanxana min da li pêş çavên heft, heşt hozên navidar da, xwe bavêje ser dest û piyên min û dawaya lêbihorînê ji min bike. [6153 cihani_bilican] We herdu birayan serê me li nav giştî welati da bilind kir. [6154 cihani_bilican] Ji îro şûn da hûn dikarin bi navê pehlewan û mêrxasên êla min, serbest bêne dîwanxanê û tevaya giştî berevî û şêvrên me yên ramiyarî û dîwanî bibin.« [6155 cihani_bilican] Gava ko Perîşanê ev gotinane li pesna Kerr û Kuliki da ji devê bavê xwe dibihîst, dil hebû per deraniya û bifiriya. [6156 cihani_bilican] Te digot qay bi van qisana giştî cîhana pan û berîn pêşkêşî Perîşanê dikin. [6157 cihani_bilican] Li dû axiftinên Emer Axayî ra, Kerr destê xwe da sîngê xwe û got: [6158 cihani_bilican] »Ezbenî me xizmeteke wisan giring nekiriye, ko hêjayî van hemû dilovanî û pesinana be. [6159 cihani_bilican] Her tenê me erka li ser milên xwe bi cî aniye. [6160 cihani_bilican] Me li himber hêrişên neyaran da bergiriya xwe kiriye.« [6161 cihani_bilican] Emer Axayî ew herdu dane rûniştandinê. [6162 cihani_bilican] Û li dû ra got: [6163 cihani_bilican] »Na, hûn ji wê hindê jî zêdetirin. [6164 cihani_bilican] We şîrhelaliya xwe nîşanî komelê da. [6165 cihani_bilican] We bi mêraniya xwe ji min û ji vê komelê ra binecî kir, ko hûn hêjayî pehlewantî û şêvirdariya dîwanxanêne.« Gimegim kete dîwanxanê: [6166 cihani_bilican] Şîrên wan helal e. [6167 cihani_bilican] Mêrikan emekdarin. [6168 cihani_bilican] Ji maleke xerab nînin. [6169 cihani_bilican] Erê, erê nebiyên Eliyê Mîr în. [6170 cihani_bilican] Gîha li ser rehê xwe şîn dibe. [6171 cihani_bilican] Yê bikişînin kal û bavên xwe. [6172 cihani_bilican] Mêrikan xalanên wan jî hemû pehlewan û zor û zorbe ne. [6173 cihani_bilican] Xalanên wan kî ne? [6174 cihani_bilican] Lawên Hesê Dûdêyîne. [6175 cihani_bilican] A, Hesê Dûdêyê Êzdî? [6176 cihani_bilican] A, a, mêrikan hemû mêrxas in. [6177 cihani_bilican] Xarzî ji xalane, kurûk ji falane. [6178 cihani_bilican] Li hundurê konî da, dengê gotegot û pêkenîn û yarî û laqirdiyan têkelî hev bibûn. [6179 cihani_bilican] Îca deng lev siwar dibû û wekî pêlên deriyayeke pir pêl û şepêl deng vedida û dengê mêran dikete çil û çiyan. [6180 cihani_bilican] Kesî dengê kesî nedibihîst. [6181 cihani_bilican] Êla Emer Axa pêk dihat ji heşt hozên mezin. [6182 cihani_bilican] Ku her hozek zêdetir ji hezar malî bû. [6183 cihani_bilican] Li wê rojê Emer Axa giştî mêrên heşt hozên êla xwe li ser Kerr û Kuliki da mêvan kiribû. [6184 cihani_bilican] Serê malê mêrek li dîwanxanê da top bibûn. [6185 cihani_bilican] Ji heşt hezar mêran zêdetir li dîwanê da berev bibûn. [6186 cihani_bilican] Her yek eger carekê bikuxiya, dibû heşt hezar car. [6187 cihani_bilican] Her yek carekê bikeniya dibû heşt hezar car. [6188 cihani_bilican] Komelê her yek bi curekî keyfxoşiya xwe nîşan didan. [6189 cihani_bilican] Lê pişka zore wan her diro da û li ser dilê Emer Axayî da diaxiftin. [6190 cihani_bilican] Pişka zore wan gotinana her bi teqil û ahenga xwe va diyar bûn, ko ji ciyekî vikî vala derdikevin. [6191 cihani_bilican] Deng û hera û gotegot li hevdu siwar dibûn û zimezim dikete dîwanxanê. [6192 cihani_bilican] Ken û gotin û kuxiyan û bênijîn û şabûn û xem û Kerrb û kîn û evîn û pesin û laqirdî û yarî û pirs û pirsiyar têkelî hev bibûn. [6193 cihani_bilican] Deng vedidan. [6194 cihani_bilican] Ser hev û ber hev ra diçûn. [6195 cihani_bilican] Pêl vedidan û ji dîwanxanê derdiketin û belawî axaran dibûn. [6196 cihani_bilican] Emer Axayî weke caran xwe kuxand û berê xwe li ser komelê da kir û got: [6197 cihani_bilican] »Gelî komela hêja tikaye bêdeng bin!« [6198 cihani_bilican] Te digot qay kevirek avîtin nav gola req û beqan. [6199 cihani_bilican] Hemû tev kir bûn. [6200 cihani_bilican] Emer Axayî berê xwe li ser Kerr û Kuliki da kir û got: »Gencên hêja! [6201 cihani_bilican] Bêjin kanê daxwaz û mirazên we çine? [6202 cihani_bilican] Ez dixwazim li vê bereviyê da ji bo wê mêraniya ko we kiriye, we herdu birayan xelat bikim. [6203 cihani_bilican] Lê hûn herdu serpişkin. [6204 cihani_bilican] We çi xwest, bi gowayiya vê bereviyê ez xwe ji [6205 cihani_bilican] daxwaza we nahêvişînim. [6206 cihani_bilican] Hûn dilbixwazin.« [6207 cihani_bilican] Keri bersiv da: [6208 cihani_bilican] »Ezbenî, me erka xwe qedandiye. [6209 cihani_bilican] Em canxweşiya we dixwazin. [6210 cihani_bilican] Li saya serê te û Mamê Îsi û vê bereviya hêja da, em hewcedarê çi tiştî nînin. [6211 cihani_bilican] Daxwaza me her serferazî û xweşiya te û gel û komelê û pêşdaçûna welatiye.« [6212 cihani_bilican] Lê Emer Axayî nepejirand û got: [6213 cihani_bilican] »Na ya bûyînê nîne. [6214 cihani_bilican] Debê ko hûn tiştekê ji min bixwazin. [6215 cihani_bilican] Bêy xelat nabe. [6216 cihani_bilican] Min pêxweşe ez ji devê we bibihêm.« [6217 cihani_bilican] Birûskan Neimetê Îsi avîtibûn nav hev û di dilê xwe da digot, ma nabe hema ev herdu sewlikana bikin nemerdî û bêjin em Perîşanê dixwazin. [6218 cihani_bilican] Neimet li ciyê xwe da neditebitî. [6219 cihani_bilican] Carê carekê radibû, ciyê xwe diguhest û dîsan dihat û li ciyê xwe da rûdinişt. [6220 cihani_bilican] Eger ji Emer Axayî netirsiya û ji komelê şerm nekira, yê bigota de îca Emer Axa Xudê ji miriyên te xweş nebe! [6221 cihani_bilican] Ev herdu revîvanana hêjayî xelat melatan nînin. [6222 cihani_bilican] Te serê komelê gêj kir. [6223 cihani_bilican] Du revîvanin. [6224 cihani_bilican] Ma çi kirine, ko tu hind bi bejin û balaya wan heldibêjî!? [6225 cihani_bilican] Xudê ew mirî hêjayî vê şînê nîne. [6226 cihani_bilican] Lê ji xwe ra nedidît. [6227 cihani_bilican] Kuliki hêdîka li ber lêva xwe da gote Kerrî: [6228 cihani_bilican] »Kuro mahîna Barxane û herdu caniyan jê bixwaze!« [6229 cihani_bilican] Emer Axayî dîsan berê xwe li ser wan da kir û got: [6230 cihani_bilican] »Şermê nekin, lawên delal! [6231 cihani_bilican] Ka daxwaza we çî ye, bêjin. [6232 cihani_bilican] Hûn ji bo çi şermê dikin?« [6233 cihani_bilican] Kerr dîsan rabû ser piyan û destê xwe da sîngê xwe û got: [6234 cihani_bilican] »Her çend ko em hewceyî tiştekê nînin jî, lê çunku Emer Axa hinde pêkutaniyê dike, eger ya bûyînê be, em mahîna Barxane û herdu caniyên wê dixwazin.« [6235 cihani_bilican] Emer Axayî got: [6236 cihani_bilican] »He hind! [6237 cihani_bilican] Wakî we nexwesta jî, minê ew her sêkana pêşkêşî we bikira. [6238 cihani_bilican] Bila li we pîroz û bimbarek be!« [6239 cihani_bilican] Bi gotina Emer Axayî ra şîrqîn kete komelê û hemûyê pêkve gotin : [6240 cihani_bilican] Pîroz be! [6241 cihani_bilican] Bimbarek be! [6242 cihani_bilican] Xudê mirazên we pê bike! [6243 cihani_bilican] Birûskên li ber dilê Neimeti sar bûn. [6244 cihani_bilican] Ewî jî li ser hev digot: Pîroz be! [6245 cihani_bilican] Pîroz be! [6246 cihani_bilican] Taze cîhan li ronahiya tavê û li germaya tirîşkên wê da noqim dibû, ko meyteran mahîna Barxane zîn û pûsad kirî, bi cotên caniyan va, anîn ber derê mala Werdekê. [6247 cihani_bilican] Mahîna Barxane, bi cotên caniyan va hefsarê wan li destên meyteran da li ber derê mala Werdekê wekî birûskekê şîhiya û bera xelkê êlê hemûyê li ser xwe da rakêşa. [6248 cihani_bilican] Jin û zar û pîr û kal hemû ji hundêrê konan derketin temaşa wan. [6249 cihani_bilican] Mahîna Barxane ser û dêlên xwe kiribû yek. [6250 cihani_bilican] Herdu caniyan jî weke du karên xezalan dabûne dû wê. [6251 cihani_bilican] Herdu canî êdî qert bibûn. [6252 cihani_bilican] Sosik dêlberdayî bû. [6253 cihani_bilican] Taze enam lêdida. [6254 cihani_bilican] Lê Nijdî pê kutabû sê saliyê. [6255 cihani_bilican] Ew caniyekî nozîn bû. [6256 cihani_bilican] Kuliki taze wê salê ew hîmandibû. [6257 cihani_bilican] Sê, çar heyvan berî cerdê bû, ko Kuliki toratiya wî derxistibû. [6258 cihani_bilican] Nijdî salekê ji Sosikê biçûktir bû, lê hindik mabû li ser Sosikê biketa. [6259 cihani_bilican] Ew li Sosikê bi dest û pêtir bû. [6260 cihani_bilican] Sosik mahîneke nazik û navzirav û nazenîn bû. [6261 cihani_bilican] Durust bînanî xezaleke sil û revok, tîjbal û rehwan bû. [6262 cihani_bilican] Çîpên wê zirav û qelemî, saxiriyên wê pir û qelew, bejna wê bilin û raçandî bû. [6263 cihani_bilican] Maka wan mahîna Barxane kehêleke erebî bû. [6264 cihani_bilican] Emer Axayî bixwe ew li bazara Helebê bi pênc kîs zêrên zer kirîbû. [6265 cihani_bilican] Hespên weke mahîna Barxne kêm peyda dibûn. [6266 cihani_bilican] Her kesî nikarî mahînên weke wê bikiriyana. [6267 cihani_bilican] Lê pênc kîs zêrê zer ji Emer Axayî ra weke pênc dirafan bû. [6268 cihani_bilican] Eger kes yan kesanekî bixwesta mahîneke weke mahîna Barxane bikiriyana, debiya ko çend heval peyda bikiran. [6269 cihani_bilican] Kesekî tenê nikarî mahîneke kehlan bikiriya. [6270 cihani_bilican] Bo nimûne çar kes dibûne heval û serê kesê kîsek zêr didanîn û mahînek dikirîn. [6271 cihani_bilican] Bi gotina wan bixwe her yekê lingekî mahînê dikirîn. [6272 cihani_bilican] Her lingê wê bi kîsekî sed zêrî. [6273 cihani_bilican] Îca ew çar kesan ew mahîn weke qîzeke kezî li pişt çît û perdan da xudan dikirin. [6274 cihani_bilican] Mafê kesî tunebû li wê mahînê siwar biba. [6275 cihani_bilican] Ew mahîn tenê ji bo wê hindê dihate kirînê, ko caniyan li ber bigirin. [6276 cihani_bilican] Li kêderê hespekî bi nav û deng heba, bi rêka heftiyan rê dipîvan û nêrî û beran pêşkêşî xudanê wî hespî dikirin, ta ko destûrê bide, mahîna kehlan li ber hespê wî bidine kişandinê. [6277 cihani_bilican] Ca bi vî cureyî salê caniyek li ber wê mahînê digirtin. [6278 cihani_bilican] Li yekimîn heftiya caniyê da ew pişk davîtin. [6279 cihani_bilican] Ew canî ji kê ra derketa, ew ji cêrga pişkavîtinê derdiket. [6280 cihani_bilican] Lê wê salê dibû berpirsê xudankirina mahîn û caniyê. [6281 cihani_bilican] Bi vî cureyî ta çar zikan her yek dibûn xudanê caniyeke kehlan, yan hespekî erebî, mehnegiyekê, seglaviyekê. [6282 cihani_bilican] Ca li dû ra ew mahîn dibirin bazara beytaran û buhayê wê didane diyar kirinê û yekê ji wan ji xwe ra hildida û parên ewanên dî didayê. [6283 cihani_bilican] Yan jî hema li bazarê da difirotin û parê wê parve dikirin. [6284 cihani_bilican] Lê ewê ko dibû binpişk lap li xwe da dişewitî. [6285 cihani_bilican] Gerek bû sê salên xişt zikê xwe miz bida û çavnihêrî pişka xwe ba û li sala çarê da jî dîsan gereke bendewar bima. [6286 cihani_bilican] Vêca ta ko mahînê fal bigirta, duwanzdeh mehan canî li zikê xwe da xudan bikira, piştî duwanzdeh meh û duwanzdeh şeverojan û danzdeh demijmêran firk biba, canî mezin biba û biba caniyekî şîre, ewê serpişk, li hespê xwe yê erebî siwar dibû jî. [6287 cihani_bilican] Ewê binpişk debiya sê salên dî jî bêhinfiretî bikira, sê salên dî jî zikê xwe miz bida, xwîna dilê xwe bixwara, canî bi xwîna dil û ronaya çavan xudan bikira, da ko caniyê wî, yan caniya wî mezin biba, biba şîre. [6288 cihani_bilican] Li şîretiyê derketa biba biriye. [6289 cihani_bilican] Li biriyetiyê derketa biba nozîn û dêlberdayî û ji suwarî û hîmkirinê ra amade bibûya. [6290 cihani_bilican] Ewê binpişk li ser hev gerek bû, heft salan rawesta. [6291 cihani_bilican] Heft salên xişt bêhinfiretî bikira, ta ko dibû xudanê hespekî erebî, yan mahîneke kehlan. [6292 cihani_bilican] Ew jî bext û hate. [6293 cihani_bilican] Sûcên hevalên wî yên dî di vî karî da tuneye. [6294 cihani_bilican] Bila bextê wî jî lêda û yekimîn canî ji wî ra derketa. [6295 cihani_bilican] Kesî ko kum nedabû serê wî. [6296 cihani_bilican] Ew ji nehatiya wî bû, ko bibû binpişk. [6297 cihani_bilican] Ew rê û şûneke giştî bû. [6298 cihani_bilican] Kes nikarî ji wê rêkê derketa. [6299 cihani_bilican] Erê her kesî nikarî li hespên wisan yan li mahînên wisan siwar bibana. [6300 cihani_bilican] Her tenê xan û beg û serokhoz û mîr û mîrekan dikarîn li hespên wisan, li mehnegî û seglaviyên wisan siwar bibana. [6301 cihani_bilican] Pêşiyan gotine: Hespê çê miraz e. [6302 cihani_bilican] Lê hespên wekî mahîna Barxane û Sosik û Nijdiyan mirazê li ser mirazan ra bûn. [6303 cihani_bilican] Ji hespên wisan ra bayê bezê digotin. [6304 cihani_bilican] Pêdivî bû ko mirov bişiya li ser biketa. [6305 cihani_bilican] Lingên xwe li zengiya wan da cî bikira. [6306 cihani_bilican] her piyên mirovî li ser pişta wan biketa, êdî mirov giheştibû miraz û mebestan. [6307 cihani_bilican] Mexseda te her kê der dibû bilanê. [6308 cihani_bilican] Şam, Heleb, binê Beriyê, çiyayê Şengarê, Têhran, Tewrêz, Istenbol, Enqere, Mûsil, Bexda, her ciyê ko te miraz bikira. [6309 cihani_bilican] her pêdivî bû ko te berê wan bida oxirê. [6310 cihani_bilican] Êdî tu li demê da giheştibûyî mebesta xwe. [6311 cihani_bilican] Te heval û hevrê hemû li dû xwe ra hêlabûn û tu li pêş hemûyê ketibûyî. [6312 cihani_bilican] Mebesta te li binê cîhanê da jî ba, xema te tunebû. [6313 cihani_bilican] Suwarên van cure hespana li nav komela giştî da jî xudan rû û avirû û rêz û sengiyeke taybetî bûn. [6314 cihani_bilican] Eger li komela niha da, li çawaniya cil û berg û timtêl û pûs û ereba mirovî dinêrin û rêza mirovî gorekî solika piyên mirovi, gorekî şal û şapik û kum û kulavê serê mirovi, yan tûmika mirovî ya şe kirî û kiravata mirovî ya keşxe û ereba mirovî ya nûmodêl digirin. [6315 cihani_bilican] Berê rêz û sengiya mirovî gorekî hespa li bin mirovî da digirtin. [6316 cihani_bilican] Tu her kî dibûyî, bibayî. [6317 cihani_bilican] Li te û navê te û zanîn û zanist, agadarî û jêhatbûna te nedinêrîn. [6318 cihani_bilican] Li ser û dêlê hespê te, li zîn û pûsadê hespî, li timtêl û rewşa hespê te û temîzî û bereya wî yan wê mêze dikirin û paşê gorekî rewşa hespê te rêz li te digirtin. [6319 cihani_bilican] Nanê suwarên kihêl û mehnegî û seglaviyan, tim û tim li nava rûnî da bû. [6320 cihani_bilican] Suwarên wisa li ber derê mala kê peya biba, bêy wê hindê ko nas bikirana û bizaniyana, ji ko tê û kuda diçe, jê ra kar û berx û golik û elok ser jê dikirin. [6321 cihani_bilican] Lê wakî tu begê êleke giran nebûya, tu kurê şah û padişahan jî bûyay. [6322 cihani_bilican] Tu pehlewanekî navidar û mêrxasekî biwêr bû. [6323 cihani_bilican] Baldaran bi bihîstina navê te per biweşanda. [6324 cihani_bilican] Şêr û pilingan bi dengê te ra pûrtr biwerandana. [6325 cihani_bilican] Tu zanayekî navdar û naskirî bûya. [6326 cihani_bilican] Tu Eflatonê demanê û Calînos û Loqman jî bûya, lê tu suwarê bergîrekî bibay, çi kesî rêz û sengiya te nedizanî û çi kesî rêz li te nedigirt. [6327 cihani_bilican] Eger tu suwarê hespek neçê bay, kesî tu li ber tiştekê nedihejmartî. [6328 cihani_bilican] Te bajota li ber derê mala kê, yê gorekî rewşa hespê te, gorekî timtêla zîn û pûsadê hespê te rêz ji te ra bigirtana. [6329 cihani_bilican] Pişka zor li ber vê hindê bû, ko buhayê hespên çê gelekî li jor bû. [6330 cihani_bilican] Û her kesî nedikarî biba xudanê hespên çê. [6331 cihani_bilican] Lê Kerr û Kuliki bi mêranî û mêrxasiya xwe ne tenê bibûn xudanê sê hespên bijare, belkû nav û dengê xwe jî belavî axaran kiribûn. [6332 cihani_bilican] Li dû wê mêvandariya Emer Axayî ra, êdî ewan neçûn ber revoyê. [6333 cihani_bilican] Revîvanên dî girtin. [6334 cihani_bilican] Kerr û Kulik êdî bûn dîwanî û tevayî li şêvrên giranên dîwanxanê kirin. [6335 cihani_bilican] Her roja ko şêvireke giran heba, Emer Axayî dişande dû wan herdu birayane jî. [6336 cihani_bilican] Êdî karê Kerr û Kuliki bû şêvirdarî û rav û nêçîr. [6337 cihani_bilican] Her roja ko şêvra dîwanxanê tuneba, li berbanga sibêdê da herdu birayan pêkve xwe tev girêdidan û berî tav lêdanê, li Sosik û Nijdiyi siwar dibûn û berê xwe didane nêçîrgehan. [6338 cihani_bilican] Lê şêvra giştiya dîwanxana Emer Axayî her bizorê salê carekî heba û tuneba. [6339 cihani_bilican] Her çî şêvrên giran heba, her çi karên giring û nehînî heba, Emer Axa di gel maliya xwe Eyşanê û xwarzayê xwe Neimetê Îsi hildixist û dijwarî û gîr û girftên xwe bi arîkariya wana vediçirand. [6340 cihani_bilican] Hemû rojan sibêdeyan, cotek siwar ji zoma Emer Axayî derdiketin. [6341 cihani_bilican] Bi şingîna Siwaran ra yên xewar ji xew radibûn. [6342 cihani_bilican] Êdî wisan lê hatibû, ko hemû rojê xelkê zoma Emer Axayî bi dengê lingên Sosik û Nijdiyi ra, bi şingîna Siwaran ra ji xew radibûn. [6343 cihani_bilican] Êdî karê wan yên rojane bibû rav û nêçîr. [6344 cihani_bilican] Çi rojan destvala ji nêçîrgehê nedizivirîn. [6345 cihani_bilican] Roja ko destvala biziviriyana malê, ew roj, ne roja wan bû. [6346 cihani_bilican] Rojê cendekek diçû ber derê mala Emer Axayî, yek diçû ber derê mala Mamê Îsi û yek jî dihate ber derê mala Werdekê. [6347 cihani_bilican] Pezkûviyek, Kerrkûviyek, xezalek, kêrûşkek, qazek, werdekek, çirgek, qet neba hema qurebeyteyek, yan çend kew nêçîr dikirin. [6348 cihani_bilican] Ev cotên Siwaran her roj sibêdan diçûn û êvaran dihatin. [6349 cihani_bilican] Hemû rojê jî, sibêde û êvaran, berî çûyîn û hatina wan, bejneke bilind û şûşmanî, bejneke bi gêre û wêre, şox û şeng, şatirşûmanî, bejneke şûş û tenik, kembereke zirav, cotek çavên reşbelek, cotek birû yên kêşayî, eniyeke pan û kever, tefeşeke gurover, li ber derê mala Emer Axayî radiwesta û hatin û çûyîna Kerr û Kuliki raçav dikir. [6350 cihani_bilican] Hemû rojê du caran berqeke dilbizvîn û leşsimîn, berqeke bi soj û şewat, birûskeke agirîn, li nîveka du dil û çar çavan ra derbas dibû û bêy wê hindê ko deng ji kesî derkeve, du leş li ber tirîşkên wê berqê agirdadayî dibûn û dişewitîn. [6351 cihani_bilican] Perîşan hemû rojê sibêdeyan, berî her kesî, ji xew radibû. [6352 cihani_bilican] Şitabek dida bejna xwe ya şox û şeng. [6353 cihani_bilican] Xwe bi heft qeleman dinitiland. [6354 cihani_bilican] Kofiya zêran dida ber eniya kever. [6355 cihani_bilican] Fîstanên rengareng li xwe dikir. [6356 cihani_bilican] Kembera zîvîn li navtenga zirav girêdida. [6357 cihani_bilican] kondera Amedê dikire piyên xwe, li ber pesêva koni, li serê rêka Kerr û Kuliki radiwesta û li suwariya wan, beza hespên wan, çek û rext û tevgirêdana wan mêze dikir. [6358 cihani_bilican] Êvaran jî berî hatina wan dîsan hema li wê derê radiwesta û rêka wan çav ra dikir. [6359 cihani_bilican] Eger rojekê Kerr û Kulik dereng bihatana, li nêçîrgehê da gîro bibana, erd û esmanan Perîşan nedihewand. [6360 cihani_bilican] Dibû tawûk. [6361 cihani_bilican] Xurpîn li binê dilê wê diket. [6362 cihani_bilican] Dilê wê dilerizî. [6363 cihani_bilican] Neditebitî. [6364 cihani_bilican] Dihat û diçû. [6365 cihani_bilican] Li demên weha da keniza wê Macana Cano li hawariya wê da dihat. [6366 cihani_bilican] Dildarî dida ber dilê wê û ew vedihewand û ew dida axiftinê. [6367 cihani_bilican] Rojekê dîsan Kerr û Kulik pir gîro bûn. [6368 cihani_bilican] Perîşan li ber pesêva konî da rawestabû û tirpetirpa dilê wê bû, ko Macanê xwe pê ra gîhand: [directspeech cihani_bilican] Hema hindik maye bên. [6369 cihani_bilican] Bêgotin îro dîsan nêçîra wan giran e, lew ra gîro bûn. [6370 cihani_bilican] Ha, tu dibêjî qeziyayek nehatibe serê wan? [6371 cihani_bilican] Qeziyayên çi? [6372 cihani_bilican] Qet kul jî bi wan nikare. [6373 cihani_bilican] Mêrê mirinê ji wan direve. [6374 cihani_bilican] Tu Xudê kî, devê te çawa digere, tu ji wan ra wisan dibêjî? [directspeech cihani_bilican] Perîşanê, ez pesnên wan dikim. [6375 cihani_bilican] Xudê ruhstîn jî ji wan ditirse. [6376 cihani_bilican] Du mûyên ruhistînî di nav çavên wan da ye. [6377 cihani_bilican] Ma te nedîtiye? [6378 cihani_bilican] Çavên wan çawa dipirûsin. [6379 cihani_bilican] Agir çawa li ber çavên wan difûre. [6380 cihani_bilican] Mirov ji wê pirûska çavên wan ditirse. [6381 cihani_bilican] Erê Xudê tu rast dibêjî. [6382 cihani_bilican] Pirûska çavên wan dilê mirovî disimîne. [6383 cihani_bilican] Leşê mirovî dilerizîne. [6384 cihani_bilican] Benda dilê mirovî dipizirîne. [6385 cihani_bilican] Mirovî ditirsîne. [directspeech cihani_bilican] Bi pirûska çavên wan ra germayeke tund seranserî leşê mirovî dadigre. [directspeech cihani_bilican] Mirov xwe bezir dike. [directspeech cihani_bilican] Dilê mirovî bi tundî lêdide û tiştek li binê dilê mirovî da dişkê. [6386 cihani_bilican] Tişteke germ û dax. [6387 cihani_bilican] Tişteke sincirî. [6388 cihani_bilican] Xwazî me bikarîba hema carekê di gel wan biaxifta. [6389 cihani_bilican] Hema carekê min bi wî ra xeber bida, diqewimî agirê dilê min kûşkê sar biba. [6390 cihani_bilican] Lê ev Neimetoke ji me ra bûye milozim. [6391 cihani_bilican] Em kuda diçin, me dipê. [6392 cihani_bilican] Hema nahêle em ji dûr va ra jî li bejin û bala wan mêze bikin. [6393 cihani_bilican] Tu dîna xwe nadî wî, ew jî van rojana sibêdeyan zû radibe. [6394 cihani_bilican] Te duhûnê dît çawa qîlên xwe beş dikir. [6395 cihani_bilican] Ew bi tirane li me dikeniya. [6396 cihani_bilican] Bi min wereng ew ji tiştekê hesiya ye. [6397 cihani_bilican] Ew ji her tiştî hesiya ye. [6398 cihani_bilican] Îca pê hesiya, yê çi şaşiyan bike. [6399 cihani_bilican] Gotina me jî heye. [6400 cihani_bilican] Gotina me çiye Macanê? [directspeech cihani_bilican] Eger ewî li vê barê da tiştek li ber guçkên Axayî xist, emê bêjin ew derewan dike. [6401 cihani_bilican] Ew bixwe li dû me digere. [6402 cihani_bilican] A, tu rast dibêjî. [6403 cihani_bilican] Hema rastî jî ew li dû me digere. [6404 cihani_bilican] Ma derew e. [6405 cihani_bilican] Demekê xwe kir kirin, paşê Macanê pirsî: [6406 cihani_bilican] Herê Perîşanê, tu dixwazî rojekê bi wî ra xeber bidî ? [6407 cihani_bilican] Bi kî ra? [6408 cihani_bilican] Bi Kerrî ra. [6409 cihani_bilican] A, ez ji Xudê dixwazim. [6410 cihani_bilican] Lê çawa? [6411 cihani_bilican] Li kû? [6412 cihani_bilican] Kêderê? [6413 cihani_bilican] Qet, ew li destê xûşka te da bînanî fireke avê ye. [6414 cihani_bilican] Zor hêsan e. [6415 cihani_bilican] Çawa ? [directspeech cihani_bilican] Em ko nêçîrgeha wan nas dikin. [6416 cihani_bilican] Rojekê emê bi berhaneya pincarî, yan bi berhaneya bindarûkê derkevin derva û herin nêçîrgeha wan û li newalekê da, yan li pesêva kevirekî da wana bibînin. [6417 cihani_bilican] Û tu dikarî bi dilê xwe bi wî ra xeber bidî. [directspeech cihani_bilican] Porkurê lê wakî bavo bi me bihese çi?! [6418 cihani_bilican] Xudê yê porên me herduyan jî kur bike. [directspeech cihani_bilican] Na, na. [6419 cihani_bilican] Emê wisan bikin, bila çi kes bi me nehese. [6420 cihani_bilican] Hemîn her sal jî li van deman da, em derdikevin bindarûkê. [6421 cihani_bilican] Emê îsal cîhê bindarûka xwe biguherin. [6422 cihani_bilican] Emê herin ser riya nêçîrgeha wan bindarûkê. [directspeech cihani_bilican] Kiçê nêçîrgeha wan gelekî dû re. [6423 cihani_bilican] Ewan suwarî diçin. [6424 cihani_bilican] Em peyan e. [6425 cihani_bilican] Peyatî rêka rojekê ye. [directspeech cihani_bilican] Em ko naçin dernakevin nêçîrgeha wan! [6426 cihani_bilican] Emê herin serê riya wan, ji xwe ra bindarûkê danên. [6427 cihani_bilican] Her çawa hebe, ewanê me bibînin û bi hejiyareyên xodîkê jî mabe, ezê wan pê bihesînim. [6428 cihani_bilican] Xudê ez pir ditirsim. [6429 cihani_bilican] Ew tirsa li ber şabûnê ye. [6430 cihani_bilican] Herdu tev keniyan û çûne hundurê koni. [6431 cihani_bilican] Dîna xwe danê Neimet waye hatiye hundurê konê aliyê malê û kêmasiyên qawexanê dixwaze. [6432 cihani_bilican] Perîşanê pêdawîstiyên qawexanê dane Neimetî. [6433 cihani_bilican] Neimet çû dîwanxanê û ewan dîsan zivirîn ber pesêva koni. [6434 cihani_bilican] Perîşanê ji Macanê pirsî: [6435 cihani_bilican] Kînga em dikarin herin bindarûkê? [6436 cihani_bilican] Hema sibê. [6437 cihani_bilican] Erê hema sibê karê me bike û emê tev herin serê riya wan. [6438 cihani_bilican] Lê Xudê dilê min pîs dikute. [6439 cihani_bilican] Ez pir ditirsim. [6440 cihani_bilican] Na herê, ji ber şabûnaye. [6441 cihani_bilican] Ezê hema niha herim û bêjim dayîka Eyşan. [6442 cihani_bilican] Bila destûra me bide, em sibê herin bindarûkê. [directspeech cihani_bilican] A, hema niha here bêjê, kanê çi dibêje? [6443 cihani_bilican] Macanê bi şîrînî ji Eyşanê ra digot, dayîka Eyşê. [6444 cihani_bilican] Macanê xwe li aliyê malê bi Eyşanê ra gîhand û xwe li ber qelizand û gotê: [directspeech cihani_bilican] Dayîka Eyşê, lê tu qet îsal me naşînî bindarûkê. [6445 cihani_bilican] Van rojana dilê min wisan tijî bûye. [directspeech cihani_bilican] Lawo kînga dilê we dixwaze herin. [6446 cihani_bilican] Perîşan jî hema van rojana gelekî li ber xwe ketiye. [6447 cihani_bilican] Tifalê hind li jêr siya konî da maye, zer û zerhimî bûye. [6448 cihani_bilican] Reng li rûçikê wê da nema ye. [6449 cihani_bilican] Bila, her kînga dilê we dixwaze tev destê girêdin û herin ji xwe ra bigerin. [directspeech cihani_bilican] Eger destûra te hebe, em dixwazin hema sibê herin. [directspeech cihani_bilican] Başe lawo, herin karê xwe bikin û bêjin heval û hogirên xwe jî û sibê tev herin ji xwe ra geriyanê. [6450 cihani_bilican] Ez destên te radimûsim, dayîka Eyşê. [6451 cihani_bilican] De herin karê xwe bikin. [6452 cihani_bilican] Lê lawo gelekî dûr neçin ha! [6453 cihani_bilican] Saya serê Axayî, kî dikare çep li me binêre. [directspeech cihani_bilican] Na, na lawo hûn mêjve ji malê derneketine. [6454 cihani_bilican] Hûnê xam bibin, lew ra ez dibêjim dûr neçin. [6455 cihani_bilican] Başe, dadê. [6456 cihani_bilican] Zor sipas. [6457 cihani_bilican] Ez destên te radimûsim. [6458 cihani_bilican] Macan bi gulşayî çû bal Perîşanê û gotê: [6459 cihani_bilican] Dadê destûra me da. [6460 cihani_bilican] Karê xwe bike, emê sibê herin bindarûkê. [6461 cihani_bilican] Perîşanê li ber şabûna dil hebû fir bida. [6462 cihani_bilican] Li êvarê da karê xwe kirin. [6463 cihani_bilican] Heval û hogirên xwe pê hesandin. [6464 cihani_bilican] Perîşanê nizanî li ber şabûna çi dike û çi nake. [6465 cihani_bilican] He, rastî kê dihat, pê ra dikeniya. [6466 cihani_bilican] Roj kuta bû û tav qulubî. [6467 cihani_bilican] Herdu suwarên gorînê hatin. [6468 cihani_bilican] Dîsan birûska du çavan li ser cotek çavên reşbelek da spêne kir. [6469 cihani_bilican] Dîsan agir berbû cotek dilên pak û alavên evînê dîsan du leş li nav xwe da werpêçan. [6470 cihani_bilican] Şev dakete erdê. [6471 cihani_bilican] Cîhan reş û tarî bû. [6472 cihani_bilican] Hemûyan şîv xwarin. [6473 cihani_bilican] Lê şîv li gewriya Perîşanê da neçû. [6474 cihani_bilican] Bû dema razanê. [6475 cihani_bilican] Hemû razan. [6476 cihani_bilican] Bû hoke hoka nobedaran. [6477 cihani_bilican] Lê xew li çavên Perîşanê nediket. [6478 cihani_bilican] Perîşan ketibû nav nivînan. [6479 cihani_bilican] Lê nivîn lê bibû gurê har. [6480 cihani_bilican] Kêç ketibûn kurkê wê. [6481 cihani_bilican] Neditebitî. [6482 cihani_bilican] Li nav nivînan derdiket û diçû ber derê xîveta xwe û li esmanî dinihêrî. [6483 cihani_bilican] Istêrên esmanî leplepî bibûn û hevdu himêz kiribûn. [6484 cihani_bilican] Çavên xwe li hevdu diniqandin. [6485 cihani_bilican] Car caran jî stêrek ji nav koma istêrên ko hevdu himêz kiribûn, dirijiya. [6486 cihani_bilican] Bi rijiyana stêran ra lerzê dilê Perîşanê digirt. [6487 cihani_bilican] Dizivirî û dîsan dihat û dikete nav nivînan. [6488 cihani_bilican] Lê pê wereng bû, ko hê taze seretaya şevê ye. [6489 cihani_bilican] Şevê lenger avîtibû erdê û nediçû. [directspeech cihani_bilican] Ay xudêyo çi şeveke dirêj û gêje. [6490 cihani_bilican] Tu dibêjî qay, qet naxwaze ji cî bileqe. [6491 cihani_bilican] Dîsan ji nav nivînan derdiket û diçû ber derê xîveta xwe. [6492 cihani_bilican] Macan jî di-hat û li rex disekinî. [6493 cihani_bilican] Ji Macanê dipirsî: [directspeech cihani_bilican] Lê ev şeva qet ji cî nalive. [6494 cihani_bilican] Lê kengê sibêde yê bê? [directspeech cihani_bilican] Bêhna xwe fire bike! [6495 cihani_bilican] Hê nîvê şevê ye. [6496 cihani_bilican] A, ewa han, ewa hane sorgeş, ew stêra karwankuj e. [6497 cihani_bilican] Hê ji sibêdê ra gelek maye. [6498 cihani_bilican] Were razê tu yê sibê li çolê xew ra herî ha! [6499 cihani_bilican] Were bikeve nav nivînên xwe! [6500 cihani_bilican] Bi gotina Macanê ra dihat û dikete nav nivînan, lê dîsan hê ciyê xwe germ nekirî, li nav nivînan derdiket û diçû ber derê xîvetê. [6501 cihani_bilican] Lingekî wê li derva bû û yek li hundur. [6502 cihani_bilican] Piştî çendik û çend caran ko çû derva û hate hundurî, Macanê gotê: [6503 cihani_bilican] »A, ewa hanê, ewa ko taze li ber girê serê riya nêçîrgehê ra derdikeve, a, ewa hane geş, ew stêra sibêdê ye. [6504 cihani_bilican] Istêra sibêdê waye ser dide. [6505 cihani_bilican] Ji sibêdê ra êdî hindik maye. [6506 cihani_bilican] Bi vê gotina Macanê ra Perîşan êdî nekete nav nivînan. [6507 cihani_bilican] Cil û bergên xwe yê taybetî bindarûkê li xwe kir. [6508 cihani_bilican] Xwe bi ser û ber xemiland. [6509 cihani_bilican] Macanê jî karê maşikanê kir. [6510 cihani_bilican] Kasik û kodik û dîzik û kefçik û giştî karên maşikanê kirin têrxurcekê û li hêstirekê kirin û li nav konan derketin. [6511 cihani_bilican] Taze berê sibêdê gewr dibû, ko koma qîz û bûkan li girê pêşberî malan ra diqulibîn. [6512 cihani_bilican] Perîşan û Macanê heval û hogirên xwe pê hesandibûn ko diçin bindarûkê. [6513 cihani_bilican] Hevalên wan jî hevalên xwe pê agadar kiribûn. [6514 cihani_bilican] Ca her hevalekê jî çendîn hevalên dî hebûn. [6515 cihani_bilican] Bi rê ketina Perîşan û Macanê ra bi sedan qîz û bûk ji konan derketin û dane dû wan. [6516 cihani_bilican] Taze Perîşan û Macan li girê pêşberî malan da diqulibîn, ko cotek siwar li wan fitilîn. [6517 cihani_bilican] Bû fîrefîra cotek hesp û li ber wan ra derbas bûn. [6518 cihani_bilican] Bi bihîstina dengê simê hespan ra, bi dîtina hespan ra, Perîşan hema li cî da çik rawesta û li Siwaran nihêrî. [6519 cihani_bilican] Dîsan ew berqa caranî li nîveka çar çav û du dilan ra hate veguhestinê. [6520 cihani_bilican] Dîsan pirûska çar çavan, lerizîna du dilan, tevizîna du leşan, gêj bûna du seriyan, wekî bayê bezê li ser wan ra derbas bû. [6521 cihani_bilican] her di gel lêkguhostina aviran ra Kerr û Kuliki zengî li Nijdî û Sosikê dan û bi taw li ber wan ra derbas bûn. [6522 cihani_bilican] Koma qîz û bûkan li dû Perîşan û Macanê ra tev hejikîn û dane dû herdu Siwaran. [6523 cihani_bilican] Lê êdî ji toz û dûmana li ber simên hespan pêve, çi şûnewar ji Siwaran nedihate xûyanê. [6524 cihani_bilican] Êdî cotê Siwaran li ber çavên wan wenda bibûn. [6525 cihani_bilican] Qîz û bûkan rêka xwe domandin. [6526 cihani_bilican] Nîvro ra hindik mabû, ko xwe bi kaniya Rihanê ra gîhandin. [6527 cihani_bilican] Pese û pûse, kevçî û kodik û dîzik û kûzik bar û barxanên xwe li rex kaniya Rihanê danîne erdê. [6528 cihani_bilican] kanî bînanî neynûkekê diçilvilî û aveke zelal li ber dikişiya û ber jêr diçû û li nava gul û sosinan da wenda dibû. [6529 cihani_bilican] Libên xîzê li binê kaniyê da li ber tava danê berî nîvro wekî mircan û mirwariyan diteyîsîn. [6530 cihani_bilican] Tavê zeliqandibûyê. [6531 cihani_bilican] Hulmeke sivik ji gul û gîha û kanî û cok û cobaran, ji mêrg û çîmen û dar û devenan ber bi hewa quloz dibû. [6532 cihani_bilican] Hulmeke nazik û tenik, ko bi zorê dihate xûyanê. [6533 cihani_bilican] Ev hulma dûrva wekî xumamekê dihate xûyanê. [6534 cihani_bilican] Dûr va li binê deştê da dibû leylaneke şîn. [6535 cihani_bilican] Qîz û bûk birbirî bûn. [6536 cihani_bilican] Hindik li ser kaniyê man û dest bi karê kuçik danîn û maşikanê û firavînê kirin. [6537 cihani_bilican] Hindik jî li nav mêrg û çîmenan da bijiqîn. [6538 cihani_bilican] Yên ko gul û sosin diçirpandin. [6539 cihani_bilican] Yên ko pincar diçinîn. [6540 cihani_bilican] Yên ko pêgermok lêdidan. [6541 cihani_bilican] Her yek xerîkî tiştekê bûn. [6542 cihani_bilican] Besta biniya kaniyê, dorandorî ava wê, ta çavan qeter dikir, masosinan mil kutabûn hev û ber va diçûn. [6543 cihani_bilican] Mamsosin guleke zor ciwan û bêhinxoş e. [6544 cihani_bilican] Mamsosin tim li cîhên avzêm û terazin li rex kanî û cobarên sivik diruskin. [6545 cihani_bilican] Li seretaya buharê da pêş da çend pelgên wê yên kesk li bin axa ter û girane terazinan da derdikevin. [6546 cihani_bilican] Pelgên wê her li ser rîşa wê da, bi erdê va dimînin. [6547 cihani_bilican] Hevraz naçin. [6548 cihani_bilican] Li dû ra nîveka wan pelgana navnêrî dide. [6549 cihani_bilican] Pelg li erdê dimînin û navnêrî ko heman bistikê gulêye bilind dibe. [6550 cihani_bilican] Bistikên masosinê lap yên bilin û dirêj bi zorê bihostek û çar tiliyan bilind dibin. [6551 cihani_bilican] Bistikên wê rût û bêy pelgin. [6552 cihani_bilican] Rengê bistikên mamsosinê rengekî zerî zêrîne. [6553 cihani_bilican] Tu dibêjî qay bistikên wê ji zêrê xurû hatiye darêştinê. [6554 cihani_bilican] Bistikên kizir û qirpok û birqonekî. [6555 cihani_bilican] Tenê her bistikek wê li ser çend pelgên kesk diruskin û hevraz diçin. [6556 cihani_bilican] Bi serê her bistikek mamsosinê va guşiyek gulên şîn, diruskin. [6557 cihani_bilican] Gulên hûrik û pêncperkî. [6558 cihani_bilican] Rengê van gulên hûrik hişnekî esmaniye. [6559 cihani_bilican] Lê ne esmaniyekî vekirî, belkû esmaniyekî tûte. [6560 cihani_bilican] Esmaniyekî pîrozeyî. [6561 cihani_bilican] Reng difire nav çavên mirovi. [6562 cihani_bilican] Nav pêncperkên van gulên şîn da, ew ciyên ko paşê porik didin û tov digirin, qîçike. [6563 cihani_bilican] Qîçikekî teyîsok. [6564 cihani_bilican] Durust li rengê tava demsala havînê ya danê nîvro daye. [6565 cihani_bilican] Tu dibêjî li nava her guşiyeke mamsosinê da çendîn tav bi dest danîne. [6566 cihani_bilican] Rengê zer û şîn tevî hev dibin. [6567 cihani_bilican] Rengê esman û tavê. [6568 cihani_bilican] Lê tişta ko taybetmendiyeke sera û seratiyeke taybetî daye gula mamsosinê, bêhna wê ye. [6569 cihani_bilican] Bêhna wê weke bêhna sorgulê ye, lê bêhna sorgulê tunde, mirov zû ji bêhna sorgulê têr dibe. [6570 cihani_bilican] Lê hindî mirov mamsosinê bêhin dike, hind diçe dilê mirovî dixwaze ko mirov careke dî jî ewê bide ber bêfila xwe û pir bi dil sebeda sîngê xwe ji bêhna wê ya sivik û dilveker û canhebîn dagre. [6571 cihani_bilican] Bêhna wê ne bêhneke hind tunde, ko li mirovî bide, ne jî bêhneke revoke. [6572 cihani_bilican] Bêhna wê bêhneke sivik û dilveker û berdewame. [6573 cihani_bilican] Eger mirov çepikek ji gula mamsosinê biçine û bi dîwarê oda xwe va darda bike, ta meheke xişt ew bêhna wê ya sivik û dilveker ji oda mirovî dernakeve. [6574 cihani_bilican] Hezaran gulavên bi nav û deng bila bi qurbanî tek gulbergek mamsosinê bin. [6575 cihani_bilican] Koçer û gundiyên terşdar, gulên mamsosinê berî wê hindê ko porik bidin, diçinin û gulbergên wê her wisan tereter tevî giviyên penîri dikin. [6576 cihani_bilican] Di gel penîrî digivêşin û di dilê serkepenîran da cî dikin. [6577 cihani_bilican] Serkepenîran yan dikin nav xoyşoravê, yan jî rûyê wan jajî dikin û wana dikin nav iyar û pêstikan da. [6578 cihani_bilican] Yan jî dikin kûpikan û ji danê zivistanê ra çal dikin. [6579 cihani_bilican] Îca zivistanê gava ko van serkepenîrana hûr dikin, gulbergên mamsosinê yên şîn hema wisan li ser reng û bêhna xwe li nav qetên penîrî da derdikevin. [6580 cihani_bilican] Mamsosin bêhna xwe dide penîri û penîrê mamsosinê dibe penîrekî dî. [6581 cihani_bilican] Sifra ko penîrê mamsosinê li ser be, dibe sifreyeke gulavîn û bêhnxoş. [6582 cihani_bilican] Macanê li rex ava kaniya Rihanê çepikek mamsosin çinî. [6583 cihani_bilican] Qemtiyek piltan û çepikek rihan jî da ber û pê giyareşeyekî ewan tev girêda û kire qemtî û li ber kofiya Perîşanê ra kir û qemtiyek jî li ber girdêla serê xwe da daçikand. [6584 cihani_bilican] Û milê xwe li milê Perîşanê da û ew ber bi girê pişta kaniyê tek kir û gotê: [6585 cihani_bilican] »Ewan niha yan li binê geliyê pezkûviyan da nin, yan jî niha li besta Xwalîşorkê da xerîkî nêçîrê ne. [6586 cihani_bilican] Ca were em li ser vî girî bikevin û binêrin kanê gelo emê bikaribin wana bibînin, yan na.« [6587 cihani_bilican] Li ser girikî ketin. [6588 cihani_bilican] Pişta girikî besteke vekirî hindî çavan qeter dikir, ber vedabû. [6589 cihani_bilican] Deşteke rip û rast. [6590 cihani_bilican] Ji vê bestê ra besta Xwalîşorkê digotin. [6591 cihani_bilican] Xweliya vê bestê xweliyeke kewrek û beyar bû. [6592 cihani_bilican] Hindî mirov berjêr diçû xwalî kewrek û kewrektir dibû. [6593 cihani_bilican] Gava ko nermebaranek bibariya, best tev da dibû herî. [6594 cihani_bilican] Lê hema du roj li ser ra derbas biba, bi bêhna bayê bilûrê ra toz û dûman li ser bestê diket. [6595 cihani_bilican] Havîn û zivistan ew besta rût bû. [6596 cihani_bilican] Tenê qolqolî ew jî gelekî tenik û sêrek û dûrî hev devdîş û barevînk li wê bestê da hêşîn dibûn. [6597 cihani_bilican] Devdîş stirîneke gewrik e. [6598 cihani_bilican] Bilindaya her quleke devdîşê hindek ciyan da digîje gezekî. [6599 cihani_bilican] Xezal û pezkûvî li ber siya van devdîşan da dizên. [6600 cihani_bilican] Berx û karên wan li ber siya wan devdîşana da mexel tên. [6601 cihani_bilican] Barevîn jî cureyek Kerrkorka bestan e. [6602 cihani_bilican] her li rengê Kerrkorkê da ye, lê şaxên wê ji şaxên Kerrkorkê teniktir û sêrektir û ziravtir in. [6603 cihani_bilican] Li duwemîn meha buharê da barevînk bejin vedide. [6604 cihani_bilican] Rengê barevînkê keskekî tût û xizik e. [6605 cihani_bilican] Bêhna wê zor tund û pîs e. [6606 cihani_bilican] Weke bêhna dermanê kêça ye. [6607 cihani_bilican] Lê bêhna barevînkê ji bêhna Kerrkorkê tiştekê siviktir e. [6608 cihani_bilican] Dibêjin hesp û Kerr û hêstir Kerrkork û barevînkê naxon. [6609 cihani_bilican] Eger zor birsî bimînin û bi neçarî bixon jî, herdu çavên wan kor dibin. [6610 cihani_bilican] Lew ra navê vî gîhayî kirine Kerrkork. [6611 cihani_bilican] Lê kar û weceke vî gîhayî ya zor giring jî heye. [6612 cihani_bilican] Dibêjin mar û cir û canewerên jehrîn ji vî gîhayî direvin. [6613 cihani_bilican] Diqewime her li ber vê hindê be, ko pezkûvî û xezal li ber siya vî gîhayî da dizên û biçûkên xwe li dema virnîtiyê da li ber siya wan radigirin, ko li hêrişên wan canewerên jehirdar biparêzin. [6614 cihani_bilican] Li seretaya havînê da bere bere rengê barevînkê gewir dibe, ta ko li seretaya duwemîn meha havînê da hişk dibe û ew rengê wê yê kesk dibe rengekî sipîçîl. [6615 cihani_bilican] Şaxên wê hişk û rîşala wê sist û pilposekî dibe. [6616 cihani_bilican] Ca hînga eger bayek, her nermebayek jî rabe, barevînk ji rîşal va ji erdê derdikeve û di gel bayê hevraz û berjêr dibe. [6617 cihani_bilican] Perîşan û Macan li ser girikî rûniştin. [6618 cihani_bilican] Çavên xwe li deştê gerandin. [6619 cihani_bilican] Ji bilî tûmên barevînk û devdîşan çi tişt li bestê da nedihate xûyanê. [6620 cihani_bilican] Li aliyê çepê xilxilan mil kutabûn hev. [6621 cihani_bilican] Mirovî ko weha li xilxilan dinihêrî, mirovî digot qay xilxile suwareleşkereke ko li raserî deştê mil kutane hev û cêrge girtine û çavnihêrî fermana fermanderê xwe ne, ko hêrişê bidin ser deştê. [6622 cihani_bilican] Ji van xilxilana ra banzda kûviyan digotin. [6623 cihani_bilican] Li bintara wan xilxilana da jî rêzek xilxilên dî dest pê dibû. [6624 cihani_bilican] Ev xilxilana ji yên dî kinktir bûn. [6625 cihani_bilican] Ji van xilxilana ra jî rizdê reş digotin. [6626 cihani_bilican] Perîşan û Macanê li deştê da çi tişt nedîtin. [6627 cihani_bilican] Çavên xwe li ser deştê rakirin û li nav xilxilan gerandin. [6628 cihani_bilican] Li nav xilxilan da jî çi tişt li ber çavên wan neket. [6629 cihani_bilican] Destên xwe ji çavên xwe ra kirin sîvank û li binê deştê nihêrîn. [6630 cihani_bilican] Li binê deştê ew cîhê ko bizorê bi wan va dihate xûyanê, lemelema leylanê bû. [6631 cihani_bilican] Li bintara xweliya kewrek, hemmanê tozek nerm bînanî dûkela qelûnekê dihate xûyanê. [6632 cihani_bilican] Paşê ew toza zirav ber bi xilxilan kişiya. [6633 cihani_bilican] Bû wekî qeytanekê. [6634 cihani_bilican] Qeytaneke gewre zirav. [6635 cihani_bilican] Qeytaneke dûkelkî. [6636 cihani_bilican] Dûkela ko gewrîva dihingavt. [6637 cihani_bilican] Li bintara rizdê reş da ew dûkela gewir bû du çiqan. [6638 cihani_bilican] Çiqek ber bi milê rastê bilind bû û çiqa dî ber bi milê çepê çû. [6639 cihani_bilican] Herdu çiqan dor lêdan. [6640 cihani_bilican] Gurover bûn. [6641 cihani_bilican] Lev zivirîn. [6642 cihani_bilican] Dîsan bûne çiqekê. [6643 cihani_bilican] Dîsan jêk cuda bûn. [6644 cihani_bilican] Du çiqên tozê bûne sê çiqan. [6645 cihani_bilican] Çiqa pêşiyê tozek nerm û zirav bû. [6646 cihani_bilican] Lê herdu çiqên li dû ra stûrtir bûn. [6647 cihani_bilican] Nişkava çiqa pêşîn rawesta. [6648 cihani_bilican] Lev aliya. [6649 cihani_bilican] Li cî da bilind bû, bû xaleke gewir û paşê temirî. [6650 cihani_bilican] Li dû ra herdu çiqên dî pê ra gihîştin. [6651 cihani_bilican] Herdu çiq tevî hevdu bûn. [6652 cihani_bilican] Rawestan. [6653 cihani_bilican] Toz rabû hewa. [6654 cihani_bilican] Li hewale ewrekî kûşke serast kir. [6655 cihani_bilican] Paşê lev bela bû. [6656 cihani_bilican] Li dû ra dîsan du çiqên tozê, lê vê carê du çiqên nermik û sivik hêdî hêdî li ser wan da zivirîn. [6657 cihani_bilican] Hêdî hêdî karîn du reşan li jêr wê toza zirav da bibînin.. Herdu reş jî durust ber bi wan dihatin. [6658 cihani_bilican] Durust li tanga wan da pêş da dihatin. [6659 cihani_bilican] Reş bere bere mezin û mezintir bûn û bûn du Siwaran. [6660 cihani_bilican] Macanê gote Perîşanê: [6661 cihani_bilican] Perîşan ewan bixwe ne. [6662 cihani_bilican] Erê ewin. [6663 cihani_bilican] Waye her rast li ser me da tên. [6664 cihani_bilican] Erê her yekê waye nêçîrek jî li terkiya wan va ye. [6665 cihani_bilican] Erê nêçîra wan îro baş e. [6666 cihani_bilican] Perîşan keniya û bi yarî tepek li Macanê da. [6667 cihani_bilican] Herdu pêkve keniyan. [6668 cihani_bilican] Perîşanê got: [6669 cihani_bilican] De kanê nêçîrvanên çawanin? [6670 cihani_bilican] Macanê got: [6671 cihani_bilican] Ca ka kes me nabîne? [6672 cihani_bilican] Çima ? [6673 cihani_bilican] Ezê neynûkê bavêjime wan. [6674 cihani_bilican] Kiçê şerm e. [6675 cihani_bilican] Na de şerma çi. [6676 cihani_bilican] De wisan bike, bila kes me nebîne, ha. [6677 cihani_bilican] Na, na. [6678 cihani_bilican] Çi kes me nabîne, lê. [6679 cihani_bilican] Macanê xwe da ber pesêva Perîşanê û neynûk avîte wan cotê Siwaran. [6680 cihani_bilican] Rewneqa neynûkê tevî rewneqa zêrên li ber eniya kever bûn û di gel tirîşkên tavê dane nav çavên Kerr û Kuliki. [6681 cihani_bilican] Kerrî dizgîna Sosikê hilkişand û li cî da rawesta û bi destê çepê dizgîna Sosikê ra girt û destê xwe yê rastê jî ji çavên xwe ra kire sîvank û li girikî nihêrî. [6682 cihani_bilican] Seranserî girikî li gul û çîçekan da hatibûn vepoşînê. [6683 cihani_bilican] Lê du gulên ji rengê gulan, du gulên ji gulan bedewtir û mezintir jî li nav gulan da rûniştibûn. [6684 cihani_bilican] Du sorgulên bijar e. [6685 cihani_bilican] Kerrî Perîşan û Macan nasî. [6686 cihani_bilican] Berê xwe li ser Kuliki da kir û gotê: [6687 cihani_bilican] Hero Kulik eva Perîşane hatiye bindarûkê. [6688 cihani_bilican] Bi me çi bila ji xwe ra bigerin. [6689 cihani_bilican] Ker û Kulik ketin axiftinê. [6690 cihani_bilican] Perîşanê dîna xwe dayê ko du, sê kiçkên dî jî li ser girikî ketin û berbirî wan hatin. [6691 cihani_bilican] Yek ji wan jî kiçmeta wê Ciwan bû. [6692 cihani_bilican] Ne ji gav da tiştek bînanî tirsê li dilê Perîşanê ra derbas bû. [6693 cihani_bilican] Berê xwe li ser Macanê da kir û gotê: [directspeech cihani_bilican] Macan! [6694 cihani_bilican] Ciwan jî waye hat. [6695 cihani_bilican] Vêca bi hatina wan kiçikane ra herduyan xwe li çirpandina gul û çîçekan da mijûl kirin. [6696 cihani_bilican] Gava ko ew kiçikana hatin û gihîştin wan, Macanê ji Ciwanê pirsî: [6697 cihani_bilican] Herê firavîn amade nebûye? [6698 cihani_bilican] Xudê ez nizanim. [6699 cihani_bilican] Lê tu nizanî û ez nizanim, be kê bide av û nanim? [6700 cihani_bilican] Herduk tev keniyan. [6701 cihani_bilican] Macanê bi milê wê ra girt û gotê: [directspeech cihani_bilican] Xudê tu yê bêy û emê pêkve firavînê amade bikin. [6702 cihani_bilican] Perîşan dibêje destpêja kiçmeta min pir xweş e. [6703 cihani_bilican] De were em herin kanê destpêja te çawaye? [6704 cihani_bilican] Herduk bi ken û yarî ji yên dî veqetiyan û ber bi kaniyê çûn. [6705 cihani_bilican] Perîşan bi çend kiçikên dî va li serê giriki man. [6706 cihani_bilican] Kiçên ko mirovî dikarî pişta xwe bi wan va girê bida. [6707 cihani_bilican] Kerrî dîsan destê xwe da ber çavên xwe. [6708 cihani_bilican] Herdukan lap baş hevdu didîtin. [6709 cihani_bilican] Dîsan ew birûska caranî hat û li nawenda du dilan da rûnişt û du leş kelijand û du ser ji hiş û hendîşeyan vala kirin. [6710 cihani_bilican] Keri gote Kuliki: [6711 cihani_bilican] Rabe em li ser wan da herin. [6712 cihani_bilican] Na, ji nav û dengê me ra baş nîne, Kerro. [6713 cihani_bilican] Kuro karê kê bi me ketiye? [directspeech cihani_bilican] Çawa karê kê bi me ketiye. [6714 cihani_bilican] Niha wira tijî qîz û bûkin. [6715 cihani_bilican] Yê nebêjin, hûn li vira çi dikin! [directspeech cihani_bilican] De ka em hema bi berhaneya avê herin ser kaniyê. [directspeech cihani_bilican] Na ewna waye li ser kaniyê danîne. [6716 cihani_bilican] Ma tu dûkela kuçikê wan nabînî? [6717 cihani_bilican] Ji boy avê be, emê herin a, li ser wê coka hanê danên. [6718 cihani_bilican] Ew jî hema ava wê kaniyê ye. [6719 cihani_bilican] Eger tu herî ser kaniyê, yê sibê li nava êlê da bibe dengî, ko herdu kurên Silêmanî li ser kaniya Rihanê têkeliya qîz û bûkan kirine. [6720 cihani_bilican] Vêca hînga emê bêaverû bibin. [6721 cihani_bilican] Emê bibin du polikên qelp. [6722 cihani_bilican] Were em her li ser vê cokê kuçikê xwe danên û çend kebaban bipijînin û bixon û a, li rêka hanê ra jî herin malê. [6723 cihani_bilican] Keri bi neçarî pejirand û got: [directspeech cihani_bilican] De çi nake, bila bi ya te be. [6724 cihani_bilican] Hema li ser dîwarê cokê li hespan peya bûn. [6725 cihani_bilican] Nêçîrên xwe li terkiyên hespan vekirin. [6726 cihani_bilican] Hespên xwe qeyd kirin û rastî nav çayîr û çîmenan kirin û bixwe jî xerîkî karê kuçikî bûn. [6727 cihani_bilican] Perîşan jî hê li serê girikî li nava gul û çîçekan da, di gel du, sê kiçikan rûniştî ye. [6728 cihani_bilican] Agirê evînê daye dil û cergên wê. [6729 cihani_bilican] Waye tiştekê bînanî lawujeyan li ber lêvên xwe da dibêje. [6730 cihani_bilican] Perikên difina wê dilerizin. [6731 cihani_bilican] Deng hêdî hêdî bilind û bilindtir bû. [6732 cihani_bilican] Bû weke vizeviza mozan. [6733 cihani_bilican] Paşê hêdî hêdî deng rabû. [6734 cihani_bilican] Aza bû. [6735 cihani_bilican] Li qefesa sîngan derket. [6736 cihani_bilican] Li zîndana gewriyê rizgar bû. [6737 cihani_bilican] Deng kete çil û çiyan. [6738 cihani_bilican] Bînanî dengê zengilekî çingiya. [6739 cihani_bilican] Weke dengê du çengan teqil û aheng girt û bû lawuje: [6740 cihani_bilican] De lolo cano, cano, cano, cano, cano... [6741 cihani_bilican] Te lawiko nêçîrvano... [6742 cihani_bilican] Dilhebîno, dilovano... [6743 cihani_bilican] Şûrweşîno, palewano... [6744 cihani_bilican] Bejinbilindo, navmilpano... [6745 cihani_bilican] Te ronahiya van çavano... [6746 cihani_bilican] Ji min ra qend û şekir, ji xelkê ra kul û keser êş û jano... [6747 cihani_bilican] Evîna te yê dilê min evdala Xudê kirî kul û tev kovano... [6748 cihani_bilican] De lawiko eger tu hez dikî şevekê ji min ra bibe tu mêvano... [6749 cihani_bilican] Mêvano, mêvano, nêçîrvano, serêm gorî dil heyrano...... [6750 cihani_bilican] Dengê wê ew naveya li nîveka girik û cokê da pîva û li nav mejiyê Kerrî da deng veda. [6751 cihani_bilican] Çingîn bi mejiyê Kerrî ket. [6752 cihani_bilican] Êdî felekê jî nikarîbû, pêşiya Kerrî bigirta. [6753 cihani_bilican] Li ser cokê rabû. [6754 cihani_bilican] Xwe bi wî berê ko li fêza cokê bû, ra gîhand. [6755 cihani_bilican] Li ser berî rûnişt û destê xwe da peleguha xwe û qîrandê: [6756 cihani_bilican] Delê lê canê, canê , canê, canê ,canê... [6757 cihani_bilican] Wez heyranê Perîşanê... [6758 cihani_bilican] Bi nav û bi nîşanê... [6759 cihani_bilican] Heyva di çardanê... [6760 cihani_bilican] Hûrî û periya asîmanê... [6761 cihani_bilican] Çavbelekê çavciwanê... [6762 cihani_bilican] Gulîzerê gulnîşanê... [6763 cihani_bilican] Birûreşê, wek qetranê... [6764 cihani_bilican] Enîberê wek meydanê... [6765 cihani_bilican] Sûret sêva li dukanê... [6766 cihani_bilican] Sîng keviya di zozanê... [6767 cihani_bilican] Memik xirê wek fîncanê... [6768 cihani_bilican] Navziravê wek rihanê... [6769 cihani_bilican] Bejinbilindê wek fîdanê... [6770 cihani_bilican] Ji min ra şirînê wek şerbeta li îskanê... [6771 cihani_bilican] Her gava ko tu hez bikî, wezê ji sîng û berên te ra bibim mêvan na xudê mêvanê paşîvanê, [6772 cihani_bilican] Lê lê canê, canê canê... [6773 cihani_bilican] Bi dengê Kerrî ra dilê Perîşanê li nav da herifî. [6774 cihani_bilican] Dilê wê lerizî. [6775 cihani_bilican] Cergê wê şewitî. [6776 cihani_bilican] Agir berbibû dil û hinavên wê. [6777 cihani_bilican] Ji berê bilind û Kerrê ko li ser rûniştiye pêve, çi tişteke dî li ber çavan ra nedihate xûyanê. [6778 cihani_bilican] Te digot qay kulekên çavên wê li her alî da xitimandine. [6779 cihani_bilican] Her tenê ew berê bilind didît û Kerrê ko li ser rûniştibû û diqîrandê. [6780 cihani_bilican] Dilê wê hilkeliya û dîsan dest pê kir: [6781 cihani_bilican] Lawiko heyran îşev şev e, şev leylanî... [6782 cihani_bilican] Tu yê ji sîng û berên min ra hem mêvan î, hem xudan î... [6783 cihani_bilican] Tu yê bêy li ber derê mala babê min dêranê, bi ramiyarî û bi rêzanî... [6784 cihani_bilican] Wezê li ber te vekem cotek memkên di fîncanî [6785 cihani_bilican] Heger nobedaran pirsî ew kî ye, wezê bêjim ma hûn korin lawikê min e hatiye bi mêvanî... [6786 cihani_bilican] Hê dengê perîşanê kuta nebibû, ko Kerr li ser kevirî jorda daket û ber bi Sosikê çû. [6787 cihani_bilican] Qeyd û bendên wê vekir. [6788 cihani_bilican] Lê siwar bû û hate raserî serê Kuliki ra rawesta û bi dengekî ko rehên evîna tevî hêrsê tê ra diyar dikirin, gote Kuliki: [6789 cihani_bilican] Zû dil û hinavan bide! [6790 cihani_bilican] Tu yê çi ji dil û hinavan bikî? [6791 cihani_bilican] Ezê bibim, bila Perîşan vê navrojê ji xwe ra biqelîne. [6792 cihani_bilican] Kuro avirûya me nebe, sibê Emer Axa yê pê bihese. [6793 cihani_bilican] Nebaşiyê çê be. [6794 cihani_bilican] Gelekî neaxive! [6795 cihani_bilican] Zû dil û hinavan bide! [6796 cihani_bilican] Taze dengê me belawî cîhanê bû. [6797 cihani_bilican] Hezar kesî dengên me bihîstin. [6798 cihani_bilican] her Emer Axa niha pê hesiya ye jî. [6799 cihani_bilican] Rûmetê Kerrî sorpiliqî bibû. [6800 cihani_bilican] Xwînê xwe dabû dora çavên wî. [6801 cihani_bilican] Perikên difina wî direqisîn. [6802 cihani_bilican] Kuliki dîna xwe dayê neherê birayê wî li ser hemdê xwe nîne û nikare berayîka wî bigire. [6803 cihani_bilican] Dil û hinavên herdu nêçîran deranî û hema wisan bi xwînê va da destên wî. [6804 cihani_bilican] Kerrî xwe xwar kir û bi lez dil û hinav ji destên Kuliki vegirt û zengî li Sosikê da. [6805 cihani_bilican] Sosik bû ba û birûsk. [6806 cihani_bilican] Bi bayê bezê ra xwe bi kaniya Rihanê ra gîhand. [6807 cihani_bilican] Li ser kaniyê giheşte koma qîz û bûkan. [6808 cihani_bilican] Koma qîz û bûkan ji ber wî va rabûn û pişta xwe danê. [6809 cihani_bilican] Kerrî dil û hinav raberî Perîşanê girt û gotê: [6810 cihani_bilican] Hanê eva jî maşikanêya we! [6811 cihani_bilican] Fermo, firavîna me amade ye! [6812 cihani_bilican] Na, zor sipas! [6813 cihani_bilican] Birûska caranî dîsan du dil kelijand. [6814 cihani_bilican] Êdî herduyan jî nikarîn xeber bidana. [6815 cihani_bilican] Kerrî dizgîna Sosikê zivirand û bi [6816 cihani_bilican] gotin û lîlandina vê stiranê, li ber çavên koma qîz û bûkan bezir bû: [6817 cihani_bilican] Te keçika Mîrê milî, te keçika Mîrê milî... [6818 cihani_bilican] Tu yê ji min evdalê Xudê ra hem sosên î, hem jî gul î... [6819 cihani_bilican] Te yê vê sibêdê xwe daye li ser kanîka li serê milî... [6820 cihani_bilican] Tu yê li nava mêrg û çîmenan weke gulê dinitilî... [6821 cihani_bilican] Dengê te canikê li mejiyê hestikê min da kar kir, na Xudê li ser giyanê min fitilî... [6822 cihani_bilican] Tu yê ji min nêçîrvanî ra şewqa jînê, hewasa manê, na Xudê evîna li ber vî dilî... [6823 cihani_bilican] Xeber û axiftinên te yê ji min ra dermanê derdê dilan, na bi Yezdan kem avêşa hemû kulî [6824 cihani_bilican] Ezê ji bejn û bala te ra evîndar im dinalim, dikalim, wek bilbilî... [6825 cihani_bilican] Wek bilbilî, wek bilibilî... [6826 cihani_bilican] Evê benda kutayê li nav serê Perîşanê da dikire zingîn: [6827 cihani_bilican] Wek bilbilî, wek bilbilî... Rengê Perîşanê soromoro bibû. [6828 cihani_bilican] Serê wê kete ber da. [6829 cihani_bilican] Qîz û bûkan di gavekê da dil û hinavên nêçîran sor kirin û ji destên hevdu revandin. [6830 cihani_bilican] Ciwan, kiçmeta wê ji hemûyan zêdetir ketibû peyê pirs û pirsiyaran. [6831 cihani_bilican] Di gavekê da ev xeberane li ser zarên qîz û bûkan da belav bûn: [6832 cihani_bilican] Ji leşên du nêçîran çima hema dil û hinav tenê anîbû? [6833 cihani_bilican] Erê, ew jî dil û hinavên konkonî. [6834 cihani_bilican] Dil û hinavên kerkerî. [6835 cihani_bilican] Dil û hinavên peritî. [6836 cihani_bilican] Dil û hinavên xwînavî. [6837 cihani_bilican] Ew jî nîşaneke ha. [6838 cihani_bilican] Wate te dilê min peritandiye. [6839 cihani_bilican] Te kezeba min hincîhincî kiriye. [6840 cihani_bilican] Dilê min li evîna te da bûye gola xwînê. [6841 cihani_bilican] Xudê Emer Axa Perîşanê nade wî. [6842 cihani_bilican] Her yekê li wê bareyê da xeberek digotin. [6843 cihani_bilican] Taze roj dageriyabû, ko koma qîz û bûkan bi gotin û axiftin û yarî û henek ji ser kaniyê ber bi zomê li rê ketin. [6844 cihani_bilican] Perîşanê lavayî ji hemûyan kir, ko raza wê veşartî bihêlin. [6845 cihani_bilican] Hemûyê erêkirin dane Perîşanê, ko li wê barê da çi tişt ji devê kesî ra dernekeve. [6846 cihani_bilican] Berî êvarê bû, ko koma qîz û bûkan mandî û şeqî giheştin zomê û bînanî keriyekî karxezalan belawî nava zomê bûn û her kes çûne malên xwe. [6847 cihani_bilican] Li dû wan ra Ker û Kulik jî bi cotên nêçîran va li girê pêşberî malan da jor da hatin. [6848 cihani_bilican] Dîsan weke her car cendekek çû ber derê mala Emer Axayî. [6849 cihani_bilican] Her ro Kulikî cendek dibir. [6850 cihani_bilican] Lê vê carê Kerrî cendekê nêçîrê bir û li ber derê konê navmalê danî û li pişta konî da fitilî. [6851 cihani_bilican] Macan li ber ra derbas bû û hêdîka li ber lêva xwe da gotê: [6852 cihani_bilican] »Îşev were mala me! [6853 cihani_bilican] Perîşan jî tê.« Vêca bi tiliya xwe çatorê dayîka xwe nîşanî Kerrî da û li ber konî ra duta bû. [6854 cihani_bilican] Hewa ewrayî bû. [6855 cihani_bilican] Şevê çarşeveke reş kişandibû ser êla Emer Axayî. [6856 cihani_bilican] Cîhan wisan tarî bû, te digot qay her tiştên li ser rûyê vê cîhanê da heyî li qîra reş ra kirine. [6857 cihani_bilican] Dar û ber, kevir û kuçik, çol û çîmen, der û deşt, çadir û xîvet, kon û çator, keriyên pezî, xûlên hêştiran, revoyên hesp û hêstiran, garanên ga û mange û kel û gamêşan hemû, êl cînva li reşatî û bêdengiya şevê da cûm bibûn. [6858 cihani_bilican] Çi tişt, li tariyê da li ber çavan nediket. [6859 cihani_bilican] Çira û momên malan yek li dû ya dî ra temirîn. [6860 cihani_bilican] Dengê rewterewta seqan vetexirî. [6861 cihani_bilican] Çi deng li ber guçikan nediket. [6862 cihani_bilican] Her tenê car û baran dengê zengilê stuyê ner û lok û nêriyan, yan pişkîna bizinekê bêdengiya şevê dişkandin. [6863 cihani_bilican] Berjengên baranê hêdî hêdî direşand. [6864 cihani_bilican] Giştî xelkê êla Emer Axayî razabûn. [6865 cihani_bilican] Tenê nobedarên zomê hişiyar mabûn û ji tirsa reşedizan hokehoka wan bû. [6866 cihani_bilican] Ker li nav nivînan da neditebitî. [6867 cihani_bilican] Lihêf û doşik lê bibûn gurên har. [6868 cihani_bilican] Lê bibûn şûjin û derzî. [6869 cihani_bilican] Serê xwe ji bin lihêfê ra derxist. [6870 cihani_bilican] Werdek xew ra çûbû. [6871 cihani_bilican] Mişîna xewa wê bû. [6872 cihani_bilican] Kulik jî mêjve bû, ko se biribû avê. [6873 cihani_bilican] Ker hêdîka li nav nivînan derket. [6874 cihani_bilican] Kincên xwe li tariyê da li xwe kir. [6875 cihani_bilican] Xencera xwe li ber xwe ra kir. [6876 cihani_bilican] Hêdîka teletel ji konî derket. [6877 cihani_bilican] Baran nermik nermik dibarî. [6878 cihani_bilican] Baraneke hind hûr û nerm dibarî, eger nemnema wê neba, ser û rûmetên mirovî ter nekira, mirovî nedizanî, ko baran dibare. [6879 cihani_bilican] Hêdî hêdî ji konî dûr ket. [6880 cihani_bilican] Fîrîna hespekê hat. [6881 cihani_bilican] Ker li cî da rawesta. [6882 cihani_bilican] Baş guhdarî kir. [6883 cihani_bilican] Sosik bû, çav dabû wî, difîriya. [6884 cihani_bilican] Teletel ber bi mala dapîra Macanê şiqitî. [6885 cihani_bilican] Pêş da li tariyê da, çatorê dapîra Macanê nas nekir. [6886 cihani_bilican] Li nîveka du xîvetan da rawesta. [6887 cihani_bilican] Li dilê xwe da got: kuro xwe şaş nekim û nekevim malê xelkê. [6888 cihani_bilican] Îca yê sibê bêjin; kurê Silêmanî hatibû diziyê. [6889 cihani_bilican] Îca ezê li nav êlê da ruswa bibim. [6890 cihani_bilican] Çavên xwe kuskusand. [6891 cihani_bilican] Baş lê hûr bû. [6892 cihani_bilican] Çatorê dayîka Macanê li tariyê da nas kir. [6893 cihani_bilican] Ber bi çatorî çû. [6894 cihani_bilican] Giheşte ber derê çatori. [6895 cihani_bilican] Derê çatorî vekir. [6896 cihani_bilican] Li hundur çatorî da çi tişt nedihate xûyanê. [6897 cihani_bilican] Li ber derê çatorî bû, ko ne ji gav da, li aliyê başûrê , durust li sûya pêşberî malan da, birûskê veda. [6898 cihani_bilican] Birûskê wisan deng veda, ko erd û esman li ber hejikîn. [6899 cihani_bilican] Bi dengê birûskê ra der û deşt, çil û çiya, kon û xîvet, hewş û extirmexane, êl cînva li ronahiyeke sosret da cûm bûn. [6900 cihani_bilican] Li çavqirpandinekê da her der wekî rojê ronahî bû, û hema di wê çavqirpandinê da dîsan jî cîhan li wê tarîtiya pêş da cûm bû. [6901 cihani_bilican] Ker li ber wê ronahiyê karî hundurê çatorê dapîrê bibîne. [6902 cihani_bilican] Kete hundurê çatorî. [6903 cihani_bilican] Macan hate pêşiyê û hêdîka, wisan hêdî ko Kerrî bi zorê jê fam dikir, ji Kerrî pirsî: [6904 cihani_bilican] Tu hatî? [6905 cihani_bilican] Erê. [6906 cihani_bilican] Tu lêre be, ez herim Perîşanê pê bihesînim. [6907 cihani_bilican] Macan ji çatorê xwe derket. [6908 cihani_bilican] Lemelem û teletel ber bi konê mala Emer Axayî firikî. [6909 cihani_bilican] Hokehoka nobedaran bû. [6910 cihani_bilican] Nav li seqan didan û qestîka ji tirsa reşedizan dengê xwe bilind dikirin û bi hev ra xeber didan. [6911 cihani_bilican] Macan li rex wan ra derbasî hundurê xîveta Perîşanê bû. [6912 cihani_bilican] Bi xişêna wê ra Perîşan rabû ser piyan. [6913 cihani_bilican] Perîşan hema wisan bi cilikan va ketibû nav nivînan. [6914 cihani_bilican] Ji Macanê pirsî: [6915 cihani_bilican] Hatiye? [6916 cihani_bilican] Kesî tu nedîtî? [6917 cihani_bilican] Na, lê nobedar hişiyarin. [6918 cihani_bilican] Hêdî were! [6919 cihani_bilican] Çi nake. [6920 cihani_bilican] Huşşşş! [6921 cihani_bilican] Her du li tariyê da bûne yekê. [6922 cihani_bilican] Eger li wê tarîtiyê da kesekî ew herdu bidîtana jî, yê we bizaniya ko her mirovek tenê ye. [6923 cihani_bilican] Eger bidîtana jî, Macanê dikarî bêpakî û serbest navê xwe bihaniya û bigota ez taze ji xîveta Perîşanê têm û ezê herim mala dapîra xwe. [6924 cihani_bilican] Milên hevdu ra girtin, bi pêxişik ber bi derê çatorê dapîrê xişikîn. [6925 cihani_bilican] Sebeta sîngên herduyan li tirsan da weke tufka asinkeran radibû û rûdinişt. [6926 cihani_bilican] Çi kesî ewan nedîtin. [6927 cihani_bilican] Tev daketin hundurê çatori. [6928 cihani_bilican] Bi têçûna wan ra Ker bi helkehelk hate pêşiya wan û tevî wan bû. [6929 cihani_bilican] Macanê ew her duk tenê hêla û derkete derva û çû kulînê lalayi dapîra xwe. [6930 cihani_bilican] Perîşanê got: [6931 cihani_bilican] Ker! [6932 cihani_bilican] Perîşan! [6933 cihani_bilican] Tu hatî ez bi qurban! [6934 cihani_bilican] Erê ez bi gorî! [6935 cihani_bilican] Tu çima wisan dereng hatî? [6936 cihani_bilican] Kulik xew ra nediçû. [6937 cihani_bilican] Ez bi gorî Ker! [6938 cihani_bilican] Ez heyranê Perîşan! [6939 cihani_bilican] Du leşan li tariyê da hevdu himêz kirin. [6940 cihani_bilican] Bû helkehelka wan. [6941 cihani_bilican] Du dil, dil hebûn li rikeya sîngan derkevin. [6942 cihani_bilican] Du leş tev lerizîn. [6943 cihani_bilican] Lerza şabûnê. [6944 cihani_bilican] Du alav, du gurî, du pilotên agirî li ser du lêvan gihîştin hevdu. [6945 cihani_bilican] Du bizot têkelî hev bûn, gurî dan. [6946 cihani_bilican] Dest listuyên hev ra birin. [6947 cihani_bilican] Germaya leşên wan tevî hev bûn. [6948 cihani_bilican] Du guriyên agirî bûn guriyekê. [6949 cihani_bilican] Bûn pilotekê. [6950 cihani_bilican] Du tîhniyên dilşewutî giheştibûn ser kaniyeke zelal û ronî; kaniyeke pak û tevizî. [6951 cihani_bilican] De niha hilneçine, lê kengê hilçine. [6952 cihani_bilican] Ramûsanan rê nedidane hev. [6953 cihani_bilican] Dev kiribûn nav devên hevdu û av li kaniya lêvan dimêtin. [6954 cihani_bilican] Alavek germ û sincirî ji leşên wan radibû. [6955 cihani_bilican] Tev ketin nav nivînan. [6956 cihani_bilican] Du leş bûne leşekî. [6957 cihani_bilican] Dest hêdî hêdî li gerdenê şiqitîn û ber bi sîng û beran dirêj bûn. [6958 cihani_bilican] Ber bi mil û navmilan çûn. [6959 cihani_bilican] Ker gêj bibû. [6960 cihani_bilican] Nizanî yê çi bike û çi neke. [6961 cihani_bilican] Ji ramûsanan têr nedibûn. [6962 cihani_bilican] Dest çû nav baxê sêvên suruştî. [6963 cihani_bilican] Du, sêvên kal. [6964 cihani_bilican] Du berên hişk. [6965 cihani_bilican] Du lîmoyên ter û gir û hulo. [6966 cihani_bilican] Serên lîmoyan taze bişkoj dabûn. [6967 cihani_bilican] Lîmo li nav destên Kerrî da hilnedihatin. [6968 cihani_bilican] Devê Kerrî li ser lêvên gêlasî berjêr şiqitî. [6969 cihani_bilican] Kete ser çenê. [6970 cihani_bilican] Xala çenê mêt. [6971 cihani_bilican] Dakete ser jêrçenê. [6972 cihani_bilican] Xewxewka weke şeftalûyekê kire devê xwe. [6973 cihani_bilican] Lê têr nebû. [6974 cihani_bilican] Berjêr dakete ser gerdenê. [6975 cihani_bilican] Gerdena blorîn bêhin kir, mêt û jorda şiqitî nav baxê sêv û hêvan. [6976 cihani_bilican] Li ber bêhina baxê hêvan xêv û mest û gêj bû. [6977 cihani_bilican] Perîşanê weke tuştûrekê xwe dabû ber sîngê wî; ji hevdu têr nedibûn. [6978 cihani_bilican] Perîşanê jî ramûsan li dû ramûsanan ji devê Kerrî hildida. [6979 cihani_bilican] Wekî du kotirên dilketî û evîndar dimkên xwe kirin nav dimkên hevdu. [6980 cihani_bilican] Leşê wan dikelijî. [6981 cihani_bilican] Xûyê li ser wan ra davît. [6982 cihani_bilican] Xûya leşên wan hişik dibû, û dîsan ser ji nû careke dî xûyî diherikî. [6983 cihani_bilican] Xûya leşên wan weke cobareke herik têkelî hev dibûn û tev li ser leşên wan da dişûlikîn. [6984 cihani_bilican] Hevdu tund himêz kiribûn. [6985 cihani_bilican] Ji hevdu têr nedibûn. [6986 cihani_bilican] Dîsan ramûsan dest pê bûn. [6987 cihani_bilican] Paşî demeke xurt bêhna nermexûyê da serê wan. [6988 cihani_bilican] Demeke xurt hema wisan bêdeng xerîkî hevdu bûn. [6989 cihani_bilican] Bêdengiyeke sosret li ser wan da desthelatdarî dikir. [6990 cihani_bilican] Perîşanê ew bêdengiye şkand û got: [6991 cihani_bilican] Şev dereng e, min berde ez herim! [6992 cihani_bilican] Tu her taze hatî. [6993 cihani_bilican] Tu yê kî va biçî? [6994 cihani_bilican] Ez ditirsim! [6995 cihani_bilican] Ji kê!? [6996 cihani_bilican] Bavo yê bi me bihese. [6997 cihani_bilican] Ê, hesiya, hesiya. [6998 cihani_bilican] Dê çi lê bê? [6999 cihani_bilican] Na, şerm e! [7000 cihani_bilican] Şerma çi?! [7001 cihani_bilican] Tu ya min î ha! [7002 cihani_bilican] Erê, ez bimirim ya erdê me, bimînim jî, ya te me. [7003 cihani_bilican] Ê, tu çi ra ditirsî? [directspeech cihani_bilican] Bavo ! [7004 cihani_bilican] Êdî Perîşanê nikarî xebera xwe kuta bikira. [7005 cihani_bilican] Kerrî gotê: [directspeech cihani_bilican] Ez çavên te yên belek bixom! [7006 cihani_bilican] Tu ji çi ditirsî!? [7007 cihani_bilican] Xoşdeviya min! [7008 cihani_bilican] Ezê bişînim xazginiyê te û te ji bavo bixwazim. [7009 cihani_bilican] Erê, ez bi gorî Kerr! [7010 cihani_bilican] Ez bi qurbanê Perîşan! [7011 cihani_bilican] Hûrikhûrik ketin axiftinên şirîn. [7012 cihani_bilican] Hewa sar bibû. [7013 cihani_bilican] Şev tevizîbû. [7014 cihani_bilican] Hulmegulma leşên wan sar bû. [7015 cihani_bilican] Perîşanê xwe nediêşirand. [7016 cihani_bilican] Gote Kerrî: [7017 cihani_bilican] Em rabin! [7018 cihani_bilican] Hê zû ye lê! [7019 cihani_bilican] Na, derenge! [7020 cihani_bilican] Ka em taze bi hev ra diaxivin. [7021 cihani_bilican] Tu ko têr nabî! [7022 cihani_bilican] Nee, Yezdan kem salekî jî van lêvên gêlasî bimêjim, jê têr nabim. [7023 cihani_bilican] Baxê te bixwe ye. [7024 cihani_bilican] Zor sipas xoşewîsta min! [7025 cihani_bilican] Perîşan dilerizî. [7026 cihani_bilican] Didanên wê li hev diketin. [7027 cihani_bilican] Kerrî ew da ber sîngê xwe û li nav herdu milên xwe da givaşt û ramûsî û jê pirsî: [7028 cihani_bilican] Li te sar e? [7029 cihani_bilican] A, ez dilerizim. [7030 cihani_bilican] Min berde ez herim! [7031 cihani_bilican] Hê zû ye te çi leze?! [7032 cihani_bilican] Erê li te zû ye, li min dereng e. [7033 cihani_bilican] Erê rastî dengê te pir xweş bû. [7034 cihani_bilican] Dengê te bînanî du çengan lev diket. [7035 cihani_bilican] Dengê te jî. [7036 cihani_bilican] Rastî Ker tu dengbêjekî başî ha! [7037 cihani_bilican] Tu jî Perîşan! [7038 cihani_bilican] Perîşanê xwe li nav destên wî derxist û gotê: [7039 cihani_bilican] De destûra min bide, ez herim! [7040 cihani_bilican] Kerrî ne ji dil ew berda û gotê: [7041 cihani_bilican] Şevek dî dîsan jî were ha! [7042 cihani_bilican] Baş e! [7043 cihani_bilican] Dema ko serên Ker û Perîşanê germ bibû, Macan jî li tariyê da hatibû, li ber serê wan li qunçikê çatori da lihêf li serê xwe alandibû, li bin lihêfê ra dîna xwe dabû wan. [7044 cihani_bilican] Guçkên xwe li wan dagirtibû. [7045 cihani_bilican] Bi got û bêja Ker û Perîşanê ra xwe kuxand û got: [directspeech cihani_bilican] Sibe waye temîz dibe, hûnê kengê ji hevdu têr bin? [7046 cihani_bilican] Bi dengê Macanê ra Perîşanê xwe tev pêça û xatirê xwe ji Kerrî xwest û ew û Macan tev ji çatori derketin. [7047 cihani_bilican] Şingîna baranê bû. [7048 cihani_bilican] Kerrî li dû wan ra serê xwe li qetê çatori ra deranî û li dû ra li Perîşan û Macanê nihêrî. [7049 cihani_bilican] Ewan li nav baran û tarîtiyê da wenda bûn. [7050 cihani_bilican] Hê jî hokehoka nobedaran bû, kon û xîvet li avê da mabûn. [7051 cihani_bilican] Li rişiyên dora çatorî ra av şurik dirijiya. [7052 cihani_bilican] Ji dengê nobedaran û şurîna avê pêve çi dengên dî li ber guçikan nediketin. [7053 cihani_bilican] Hêdîka ji çatorî derket. [7054 cihani_bilican] Li bin baranê da teletel, bi pêxişk ber bi xîveta xwe çû. [7055 cihani_bilican] Li nêzîkiya xîvetê dengek li ber guçkên wî ket. [7056 cihani_bilican] Li dû ra bû şîhîna Nijdî. [7057 cihani_bilican] Xişênek jî li hundur xîvetê hat. [7058 cihani_bilican] Kerrî zanî li mala wan da pê hesiyan e. [7059 cihani_bilican] Çû extirmexanê. [7060 cihani_bilican] Sosik û Nijdî û mahîna Barxane li avê da mabûn. [7061 cihani_bilican] Te digot qay her sê hesp şoştine. [7062 cihani_bilican] Çû bi kuxtekuxt li nav cil û cihazan da sê cilhespe deranî û bire extirmexanê. [7063 cihani_bilican] Her cilek li hespekî kir. [7064 cihani_bilican] Teng û berên wan şidand û aza aza zivirî hundurê xîvetê. [7065 cihani_bilican] Dîna xwe dayê Kulik waye lihêf avîtiye navmilê xwe û li nav ciyan da rûniştiye. [7066 cihani_bilican] Gava ko Ker dakete hundurê xîvetê, Kulikî jê pirsî: [directspeech cihani_bilican] Tu ko da çûbû? [7067 cihani_bilican] Te ez kuştim! [directspeech cihani_bilican] Baraneke wisan dibore, tu dibêjî kûzkê derneqot kiriye. [7068 cihani_bilican] Hesp li ber baranê mabûn. [7069 cihani_bilican] Ez çûm min her sêk cil kirin. [directspeech cihani_bilican] Erêka! [7070 cihani_bilican] Kerrî bersiv neda û hema wisan bi cilikan va xirpişî nava nivînan. [7071 cihani_bilican] Xewa wî herimî bû. [7072 cihani_bilican] Xew li çavan nediket. [7073 cihani_bilican] Lê Kuliki lihêf kişande ser serê xwe û dîsan xew ra çû. [7074 cihani_bilican] Kerr li nav nivînan da xwe vî alî wî alî difirikand. [7075 cihani_bilican] Dîmena dîtî li ber çavên wî ra derbas dibû. [7076 cihani_bilican] Lê serê wî jî hêdî hêdî gêj bû. [7077 cihani_bilican] Serê wî giran bû. [7078 cihani_bilican] Te digot qay topa cîhanê li dora serê wî ra digerînin. [7079 cihani_bilican] Çavên wî guhan kirin. [7080 cihani_bilican] Hêdî hêdî çavên wî çûne ser hev û kêrûşka xewê xwe di landa çavên wî da cî kir. [7081 cihani_bilican] Xurîn lê ket û xew ra çû. [7082 cihani_bilican] Tava paşî baranê tijî cîhanê bibû, hê jî Ker li xewa şirîn da bû. [7083 cihani_bilican] Destkêşan ji hindek kar û kiriyaran pir dijware. [7084 cihani_bilican] Hindek kiriyar hene, ko hema carekê da ji mirovî ra dibin xû û xide. [7085 cihani_bilican] Wisan dibin xû û xide, ko çi hêz û şiyan neşên mirovî ji kirina wan kiriyarana dûr bêxe. [7086 cihani_bilican] Ew kiriyaran a ji mirovî ra dibin akarên ji bîrnebûyî. [7087 cihani_bilican] Gava ko mirov bû xûgirtiyê tişteke, êdî pir dijwar e ko mirov bişê dest jê bikêşe. [7088 cihani_bilican] Yek ji wan kiriyarên ko mirov ji mirinê ra jî neşê dest jê bikêşe, dîtina yar û evandina dildaran e. [7089 cihani_bilican] Çi hêz û şiyan, heylo hêzên sererayî suruştê jî nikarin evandina du layenî, evandina ko li binê du dilan da penc vedabe, ji nav bibe. [7090 cihani_bilican] Eger mirov carekî li ciyekî da dilhebînek dît û çend ramûsan li nîveka mirovî da hatin lêkguhostinê, êdî mirov bêy hemdê xwe hemû rojê di heman dema ko mirovî cara yekê ramûsan lêkguhostiye, tê wî ciyê gorînê. [7091 cihani_bilican] Mirov we dihizire ko ew kes her şev û roj li wê derê rawestaye û li bendî mirovî ye, ta ko dîsan, careke dî ewê kiriyarê ser ji nû zindî bike. [7092 cihani_bilican] Li destê mirovî bixwe da nîne. [7093 cihani_bilican] Mirovî pal didin. [7094 cihani_bilican] Li cîhaneka nediyar ra bangî mirovî dikin û dibêjin: hoy dem ji deman bihorî. [7095 cihani_bilican] Yara te wa li bendî te ye. [7096 cihani_bilican] A, eger çar çav fêrî hevdînê, çar dest fêrî hevgivişînê, du dil fêrî hev hebînê bûn, êdî nikarin dest ji hevdu bikişînin. [7097 cihani_bilican] Eger xortekî tazegiheştî û kiçeka xame fêrî hevdu bûn, bêhna hevdu hildan, çavên wan li nav çavên hevdu ket, destên wan giheşte destên hev, dilên wan hevdu heband, evîna wan gul vedide. [7098 cihani_bilican] Evîn li nav dil û hinavên wan da bînanî tûmekê tûr vedide. [7099 cihani_bilican] Reh û rîşalan li dil û hinavan da çik dike û êdî çi tişt, çi kes, çi hêz nikare reh û rîşalên wê evînê , ewê evîna paka asimanî, evîna ko şûnewarê wê li seranserî leşên evîndaran da, li rêveçûn û axiftin û kenîn û girîn û rabûn û rûniştina wan da xwe bi eşkeretî dinivîne, ji dilên wan da derîne. [7100 cihani_bilican] Çi şiyan neşê reh û rîşala wê evînê li binî va hilqetîne. [7101 cihani_bilican] Heylo merg û mirin jî nikare agirê ewê evînê bitemirîne. [7102 cihani_bilican] Evîndarên weha eger bimirin jî, li gorinê da, li cîhana nadiyar da digîjin hev. [7103 cihani_bilican] Pirikên giyanên wan digîjin hevdu. [7104 cihani_bilican] A, evîna Ker û Perîşanê jî ew evîna rasteqîne bû. [7105 cihani_bilican] Evîna asimanî bû. [7106 cihani_bilican] Ker û Perîşan êdî fêrî hevdu bibûn. [7107 cihani_bilican] Dilên wan weke du baldarên evîndar penc kutabûn nav hevdu da. [7108 cihani_bilican] Ewan bîneyên hevdu li her tiştên ciwan da, li avê da, li tavê da, li gul û çîçekan da, li xodîka dilan da, didîtin. [7109 cihani_bilican] Bejn û bala her duyan tim û tim li ber çavên yektir bûn. [7110 cihani_bilican] Ewan dengên hevdu li nalîna bilbilan, li kalîna şalûlan, li qûtîna qulingan li qîjîna eluhan, û li zarîna bazan da dibihîstin. [7111 cihani_bilican] Eger rojekê hevdu nedîtana, şêt û şeyda dibûn. [7112 cihani_bilican] Êdî destên herduyan li hev ketibû. [7113 cihani_bilican] Bêhna wan têkelî hevdu bibû. [7114 cihani_bilican] Leşên wan giheştibûn hevdu. [7115 cihani_bilican] Xûya leşê wan tevî hev bibû, tev bibûn cobarekê û li nav hevdu da herikîbûn. [7116 cihani_bilican] Hulma bedena wan têkelî hevdu bibû. [7117 cihani_bilican] Êdî ev kiriyarana hemû fêrî hevdu bibûn. [7118 cihani_bilican] Şeva ko du xûyên wan tevî hev neba, destên wan negehîşta hevdu, ew şev êdî şeva wan nebû. [7119 cihani_bilican] Kerr û Perîşan bûne evîndarên hev. [7120 cihani_bilican] Ev gotina li ser zarên komelê ketibû. [7121 cihani_bilican] Rojê bi sedan kesî ev risteya dirîst û ev hevoka vedihûna. [7122 cihani_bilican] Ewan hejî hevdu dikin. [7123 cihani_bilican] Xoşina wan li hevdu tê. [7124 cihani_bilican] Van rojana hema li her kîderê du kesan pêkve biaxifta, bêygotin li bara wê evîn û evînbaziyê da diaxiftin. [7125 cihani_bilican] Li her alî piçepiça keçikan bû. [7126 cihani_bilican] Pistepista kurikan bû. [7127 cihani_bilican] Bilmebilma pîrejinan bû. [7128 cihani_bilican] Bolebola kalemêran bû. [7129 cihani_bilican] Gimegima gencan bû. [7130 cihani_bilican] Li wan rojan heval û hogiran, ewanê ko razên xwe yên sergirtî li bal hevdu servedikirin, ji hevdu ra weha digotin: [7131 cihani_bilican] Ker û Perîşan bûne evîndarên hev. [7132 cihani_bilican] Dilê Kerrî ketiye Perîşanê. [7133 cihani_bilican] Dilê Perîşanê jî ketiye Kerrî. [7134 cihani_bilican] Herdu jî hejî hevdu dikin. [7135 cihani_bilican] Hevdu evandine. [7136 cihani_bilican] A, du dil û çar çavan hevdu evandin e. [7137 cihani_bilican] Evîna weha asimanî ye. [7138 cihani_bilican] Dibêjin her şev hevdu dibînin. [7139 cihani_bilican] Li kîderê hevdu dibînin? [7140 cihani_bilican] Li mala dapîrê da hevdu dibînin. [7141 cihani_bilican] Li mala dapîra Macana Cano da hevdu dibînin. [7142 cihani_bilican] Kê dîtiye? [7143 cihani_bilican] Dibêjin nobedaran dîtiye. [7144 cihani_bilican] Nobedaran şev Ker nas kirine. [7145 cihani_bilican] Perîşan jî nas kirine. [7146 cihani_bilican] Çawa nobedaran nekirine dengî? [7147 cihani_bilican] Kuro nobedar newêrin li ser siya Kerrî bikevin. [7148 cihani_bilican] Erê nawêrin. [7149 cihani_bilican] Na, na newêrîna çi! [7150 cihani_bilican] Li ber Emer Axayî şerm dikin. [7151 cihani_bilican] A, naxwazin kiça axayî biçinge. [7152 cihani_bilican] Erê yeka dî ba niha zû va servekiribû. [directspeech cihani_bilican] Erê hema nobedar li ber du hegeran ewê hindê tepis dikin. [7153 cihani_bilican] Yek ji Kerrî ditirsin. [7154 cihani_bilican] Ya dî jî ji Emer Axayî şermê dikin. [7155 cihani_bilican] Kiçê li mala dapîrê da? [7156 cihani_bilican] Çi ciyekî baş dîtine. [7157 cihani_bilican] Dibêjin her şev li wêderê hevdu dibînin. [7158 cihani_bilican] A, ev demanekî xurt e ko Kulik tenê diçe nêçîrê. [directspeech cihani_bilican] Dibêjin Ker bi şev xew li çavan nakeve, ta sibêdê digel Perîşanêye û bi roj jî radizê. [7159 cihani_bilican] Herduk jî bûne dilda yî! [7160 cihani_bilican] Erê derdên dilan bila kevir û kuçik nebîne. [7161 cihani_bilican] Kevir jî li ber derdên dilan diavin. [7162 cihani_bilican] Bila Xudê derdên dilan nîşanî dar û beran jî nede. [7163 cihani_bilican] De yezdan mirazên wan bi hevdu bike. [7164 cihani_bilican] Çi ? [7165 cihani_bilican] Xudê kem eger Emer Axa kiça xwe bide wî. [7166 cihani_bilican] Na, rast dibêje. [7167 cihani_bilican] Emer Axa yê çawa kiça xwe bide revîvanekî! [7168 cihani_bilican] Kiçê revîvanê çi?! [7169 cihani_bilican] Mêrik pehlewane. [7170 cihani_bilican] Nebiyê Eliyê Mîrî ye. [7171 cihani_bilican] A, a, rast dibêje, Ker kurê Silêmanê Eliyê Mîriye. [7172 cihani_bilican] Her yekê li bara evîndariya Ker û Perîşanê da tiştek digotin. [7173 cihani_bilican] Ev gotinana hemû, ev xeberana gijik li ber guçkên Neimetê Îsi jî ket. [7174 cihani_bilican] Neimetê Îsi şabûna dil dikir fir bida. [7175 cihani_bilican] Şa dibû, ko raza wan tepis nebûye. [7176 cihani_bilican] Raza wan derketiye eşkeretiyê. [7177 cihani_bilican] Şa dibû ko xelik hemû pê hesiyane. [7178 cihani_bilican] Lê her gava ko evîndariya wan dihanî pêş çavên xwe. [7179 cihani_bilican] Ramûsanên wan, evînbaziya wan, dest li gerdenbûna wan, bîneya wan herduyan dihanî ber çavên xwe, agirê çavnebariyê li dilê wî da gur dibû. [7180 cihani_bilican] Agirî li dilê wî da gurî digirt. [7181 cihani_bilican] Pêtî vedida û can û cendekê wî dişewitand. [7182 cihani_bilican] Li dilê xwe da, li cîhana xwe da xwe gelekî li ser Kerrî ra digirt û xwe ji xwe ra digot. [7183 cihani_bilican] Hema pêşiyan rast gotine ha: Gîhayê hewşê tale. [7184 cihani_bilican] Mirîşka xelkê qaze. [7185 cihani_bilican] Ez kurmetê wê me, lew ra keyfa wê bi min nayê. [7186 cihani_bilican] Devê xwe bi min xwar dike. [7187 cihani_bilican] Lê şev diçe dikeve paşela kurê jinebiyê da. [7188 cihani_bilican] Revîvanekî li ser min ra digire. [7189 cihani_bilican] Ez berdevkê bavê wê me. [7190 cihani_bilican] Hemû kar û barên dîwanxanê li destê min da ye. [7191 cihani_bilican] Ez xarzayê axayekî bînanî Emer Axa me. [7192 cihani_bilican] Qet kes nizane ka Hesê Dûdê çi tebaye. [7193 cihani_bilican] Min napejirîne, diçe dilê wê dikeve revîvanê bavê wê da. [7194 cihani_bilican] Kuro hema rast dibêjin ha hişê jinê hişê qijalkê ye. [7195 cihani_bilican] Bilabe ezê niha wê evîndarî û evînbaziya wan li pozê wan ra bînim. [7196 cihani_bilican] Ezê wê dilketinê li ber wan da bihêlim. [7197 cihani_bilican] Ca tu hê dîna xwe bidê, ka îca ez çi dînim serê wan. [7198 cihani_bilican] Ezê wê keyfa wan ya şevane piçik piçik li difina wan ra derînim. [7199 cihani_bilican] Ezê bihîşta wan bikim dojeh. [7200 cihani_bilican] Ezê giştî wan henek û laqirdî û evîndariya we bikim êş û jan. [7201 cihani_bilican] Ezê şayiya we bikim şîn. [7202 cihani_bilican] Vîna we bikim kîn. [7203 cihani_bilican] Ca tu bihêle hê... [7204 cihani_bilican] Danê piştî nîvro bû. [7205 cihani_bilican] Dîwanî kes li dîwanxanê da nemabûn. [7206 cihani_bilican] Tenê Heso Rîspî û çend qawegerîn li dîwanxanê da mabûn. [7207 cihani_bilican] Tava danê piştî nîvro zeliqandibûyê. [7208 cihani_bilican] Tavê li qelşê kon û celxê çîtan ra dabû ser kulavên sore xurestanî. [7209 cihani_bilican] Nava konî tîştîşî bi wê tavê hatibû nûrbaran kirinê. [7210 cihani_bilican] Li her celxekê ra qeytaneke zêrîne tavê dabû hundur. [7211 cihani_bilican] Te digot qay hindek hûrikên zêrî bi dest li ser kulavan reşandine. [7212 cihani_bilican] Ta tu li ser kulavan nerûniştay, te nedizanî ev qeytanan, tirîşkên tavên e. [7213 cihani_bilican] Emer Axa weke caran li ser dema xwe bû. [7214 cihani_bilican] Li ciyê xwe yê hemêşeyî, pala xwe dabû palgî û berpalan û li ser doşeka mexmere gulavtûnkirî lemisîbû. [7215 cihani_bilican] Destê xwe yê çepê dabû binçena xwe û bi tipilên xwe yên destê rastê li ser çoka xwe miqamekî şad dijenî. [7216 cihani_bilican] Her dema ko keyfa wî saz ba, wisan dikir. [7217 cihani_bilican] Îro jî dema wî saz bû. [7218 cihani_bilican] Hay ji bayê felekê nibû. [7219 cihani_bilican] Te digot qay cîhan hemû ya wî ye. [7220 cihani_bilican] Hema wisan bû jî. [7221 cihani_bilican] Cîhana ko ewî nas dikir hemû jî her ya wî bû. [7222 cihani_bilican] Eşîrên heşt hozên mezin bi destiyariya dewleta nawendî ketibû jêr desthelatdariya wî; êlek giran li bin destê wî da bû. [7223 cihani_bilican] Hemû li xeberdaniya wî da bûn. [7224 cihani_bilican] Kesî tirsa va, bêy gotina wî av jî nedixwar. [7225 cihani_bilican] Kes bêy ferman û destûra wî nediwêrî biçûya ser avê jî. [7226 cihani_bilican] Emer Axayî bigota bimire, bimire. [7227 cihani_bilican] Bijî, bijî. [7228 cihani_bilican] Li nav êla heşt eşîran da kesî bêy destûra wî nedikarî kiça xwe bide mêr û ne jî dikarî kurê xwe bi jin bike. [7229 cihani_bilican] Debiya pêş da li bara wê doza giring da di gel axayî biaxifta, paşê ew yeka han bikira xeberdanî. [7230 cihani_bilican] Eger kur û kiçek bibana evîndarên hev jî, hejî hev bikirana, ji dil û can keyf bi hevdu bihata jî, erêkirin ji hevdu ra bidana jî, lê axayî nepejiranda, ew yek çi caran nedibû. [7231 cihani_bilican] Eger axayî nepejiranda, ew kurik û kiçkên evîndar bi fermana axayî jêk cuda dibûn. [7232 cihani_bilican] Her yek bi zorê didane destên yekî nedîtî û neevandî. [7233 cihani_bilican] Ewan xazîka evîna xwe bi xwe ra dibirin gorê. [7234 cihani_bilican] Lê berewajî wê eger kur û kiçekê hejî hevdu nekirana, kerbên wan li hevdu bihata, lê axayî bigota erê, êdî kuta bibû. [7235 cihani_bilican] Ew herdukên dijî hev bi destên zorê û bi fermana axayî lêk mare dikirin û temenekî dûr û dirêj du kesên ko dijî hev bûn, ava wan li cowekê da nediçû, bi destên zorê li ser axurekî girêdidan. [7236 cihani_bilican] Li nav seranserî êlê da eger şayiyek heba, pêş da debiya ji axayî ra bigotana, destûr ji axayî bixwastana, paşê karê şayiyê bikirana. [7237 cihani_bilican] Diviya pêş da ew yeka digel axayî helêxistana û dîtina axayî bizanibana paşê ew yeka bikirana xeberdan. [7238 cihani_bilican] Axayî bigota erê, erê, na, na. [7239 cihani_bilican] Kê dikarî bi xeberdaniya axayî nekira!? [7240 cihani_bilican] Eger yekê li wê barê da her kûşkê pirçûkê xwe jî bikira, axa yê ew li nav êlê raqetanda. [7241 cihani_bilican] Yê para berda wî, ew bê mal û war bikira. [7242 cihani_bilican] Ew belengaz bikira. [7243 cihani_bilican] Her şayî û zemawenda ko biba li herdu layan, hem ji mala babê zavayi, hem jî ji mala babê bûkê ji mala axayî ra nêrî û beranên bijare dişandin. [7244 cihani_bilican] Îca niha karê felekê binêre. [7245 cihani_bilican] Ker û Perîşan bêy destûra axayî evîndarî û evînbaziyê dikin. [7246 cihani_bilican] Neimet dîn û hêç bibû. [7247 cihani_bilican] Li dervayî dîwanxanê pêgermok digerand û nexşe dikişand. [7248 cihani_bilican] Gava ko zanî komel hemû ji dîwanxanê derketine û xalê wî tenê maye, xulkê xwe şîn û kotî kir. [7249 cihani_bilican] Lêva xwe daxist. [7250 cihani_bilican] Pirçûkê xwe kir û bi bîr û hizrên xêrnexwazane va dakete hundurê dîwanxanê. [7251 cihani_bilican] Gava ko Neimetê Îsi dakete hundurê dîwanxanê, axayî li nava birû û bijangan da lê mêze kir. [7252 cihani_bilican] Bi xulkê wî yê şîn ra zanî ko tiştek heye. [7253 cihani_bilican] Bi hejiyareya birûyan jê pirsî: [directspeech cihani_bilican] Çi heye xarzî? [7254 cihani_bilican] Neimetî bi wî xulkê xwe yê kotî birûyên xwe lev asê kir û lêvên xwe wajî kir. [7255 cihani_bilican] Wate ez çi zanim. [7256 cihani_bilican] Emer Axa li ser xû û xideyên Neimetî ketibû. [7257 cihani_bilican] Zanî dîsan tişteke giring heye ko Neimet dixwaze jê ra bêje. [7258 cihani_bilican] Zanî dîsan Neimetî wêjareke giring li ser kesekî jê ra amade kiriye. [7259 cihani_bilican] Zanî ko Neimetê xwarzî dîsan hatiye razeke giring ji wî ra serveke. [7260 cihani_bilican] Berê xwe li ser qawegerînan da kir û gote wan: [directspeech cihani_bilican] Herin paqijiya qawexanê bikin! [7261 cihani_bilican] Qawegerînan zanîn ko dîsan şêvreke wî û Neimeti heye. [7262 cihani_bilican] Li dû fermana axayî ra li dîwanxanê derketin. [7263 cihani_bilican] Emer Axa û Neimet, xal û xwarzî tenê li dîwanxanê da man. [7264 cihani_bilican] Neimet li ciyê xwe rabû. [7265 cihani_bilican] Li dora xwe nihêrî. [7266 cihani_bilican] Emer Axayî gotê: [directspeech cihani_bilican] Were kanê te çi bihîstiye? [7267 cihani_bilican] Neimet çû li rex wî, li kêleka doşeka wî li ser çokan rûnişt. [7268 cihani_bilican] Serê xwe xwar kir. [7269 cihani_bilican] Lê nekarî gotinên xwe bêje. [7270 cihani_bilican] Dîsan tirsetirs, bi hemet li dora xwe nihêrî. [7271 cihani_bilican] Paşê bizorê karî bêje: [7272 cihani_bilican] Xalo Kerrî. [7273 cihani_bilican] Çi kiriye? [7274 cihani_bilican] Ez şerm dikim. [7275 cihani_bilican] Tu çima şerm dikî ? [7276 cihani_bilican] Gotinên xwe bêje! [7277 cihani_bilican] Xalo rûyê min li bin piyê te be! [7278 cihani_bilican] Kero... [7279 cihani_bilican] De bêje tu çima dimizmizînî? [7280 cihani_bilican] Xalo Kero û Perîşan... [7281 cihani_bilican] Rengê axayî soromoro bû. [7282 cihani_bilican] Xûnê xwe da nav çavên axayî. [7283 cihani_bilican] Gepkên wî hêdî hêdî reng guhestî bûn û bînanî leteka xûnê sor bûn. [7284 cihani_bilican] Perikên difina wî reqisîn. [7285 cihani_bilican] Bi tûreyî got: [7286 cihani_bilican] De bêje ka çi bûye!? [7287 cihani_bilican] Hejî hev dikin. [7288 cihani_bilican] Kê dibêje!? [7289 cihani_bilican] Hemû dibêjin. [7290 cihani_bilican] Hemûyan dîtine. [7291 cihani_bilican] Kî dibêje? [7292 cihani_bilican] Çi dîtine? [7293 cihani_bilican] Xalo hemûyan dîtine. [7294 cihani_bilican] Em rusva bûn. [7295 cihani_bilican] Te bixwe çi bihîstiye ? [directspeech cihani_bilican] Xalo Kero gelekî lingên xwe li guçkên xwe dixe. [7296 cihani_bilican] Zêdezêde diaxive. [7297 cihani_bilican] Gelekî ji xwe mezintir diaxive. [directspeech cihani_bilican] Çi gotiye? [7298 cihani_bilican] Dengê axayî xitimî bû. [7299 cihani_bilican] Te digot qay fetisiye. [directspeech cihani_bilican] Kero gotiye eger axa Perîşanê nede min, ezê birevînim. [7300 cihani_bilican] Ezê bi zora darê dar rimê jê bistînim. [7301 cihani_bilican] Gotiye kê? [7302 cihani_bilican] Komel hemû dibêjin. [7303 cihani_bilican] Xalo ewan her şev hevdu dibînin. [7304 cihani_bilican] Hevdu dibînin? [7305 cihani_bilican] Axa tûre bibû. [7306 cihani_bilican] Dengê wî bilind bibû. [7307 cihani_bilican] Rabû li ser çokan rûnişt û pirsî: [7308 cihani_bilican] Li kêderê ? [7309 cihani_bilican] Li kîjan cehnemderê da? [7310 cihani_bilican] Li mala dapîrê da. [7311 cihani_bilican] Kê dîtî ye? [7312 cihani_bilican] Nobedaran dîtine. [7313 cihani_bilican] Axayî gazî kir: kuro kî li wê derê ye? [7314 cihani_bilican] Çar dengan bi hev ra bersiv dan û gotin: belê ezbenî! [7315 cihani_bilican] Ca yek ji we were vira! [7316 cihani_bilican] Derî vebû. [7317 cihani_bilican] Êxoyê File hate hundur û got: [7318 cihani_bilican] Fermo ezbenî! [7319 cihani_bilican] Here gazî Şemoyî bike! [7320 cihani_bilican] Baş e ezbenî. [7321 cihani_bilican] Êxo bi gotina xwe ra ji dîwanxanê derket. [7322 cihani_bilican] Repetepa piyê wî li pişta dîwanxanê da wenda bû. [7323 cihani_bilican] Xal û xwarzî tenê man û dîsan bû pistepista wan. [7324 cihani_bilican] Paşî demekê Şemo nobedar, dijxew, çav li serî da perçivî bi bawûşk hate hundur û silav li axayî kir. [7325 cihani_bilican] Lê axayî bersiva silava wî neda û gotê were vira rûnê. [7326 cihani_bilican] Êxo tu jî here ser karê xwe. [7327 cihani_bilican] Şemo li reng û rûçikê axayî nihêrî. [7328 cihani_bilican] Agir li nav çavên axayî difirî. [7329 cihani_bilican] Êxo ewan tenê hêla û ji dîwanxanê derket. [7330 cihani_bilican] Emer Axayî xwe li ser Şemoyi da pert kir û gotê: [directspeech cihani_bilican] Bê emekê kurê bê emek! [7331 cihani_bilican] Bê nan û xoyê! [7332 cihani_bilican] Şîrheramê kurê şîrheraman! [7333 cihani_bilican] Lawo ez dar û nedarên xwe, mal û halê xwe, namûsa xwe hîviya te va dihêlim, ko tu xinizî û dexesiyê li min bikî? [7334 cihani_bilican] Dexesê kurê dexesan! [7335 cihani_bilican] Şemo xwe berev kir û got: [directspeech cihani_bilican] Ezbenî çi bûye? [7336 cihani_bilican] Min çi kiriye? [7337 cihani_bilican] Dexesiya çi? [7338 cihani_bilican] Çi bûye? [7339 cihani_bilican] Bi gotinên wî ra ridêna wî ya riştebirincî dilerizî. [7340 cihani_bilican] Te van şevana çi dîtî ye? [7341 cihani_bilican] Min çi tişt nedîtî ye ezbenî! [7342 cihani_bilican] Te çi tişt nedîtî ye? [7343 cihani_bilican] Tu korî? [7344 cihani_bilican] Na ezbenî min çi tişt nedîtî ye. [7345 cihani_bilican] Ma çi kêm e? [7346 cihani_bilican] Tu min li ser da dixarînî? [7347 cihani_bilican] Axa bi serê te ez nizanim kanê tu li bara çi da diaxivî. [7348 cihani_bilican] Dest û çokên wî tev dilerizîn. [7349 cihani_bilican] Axayî dîsan bi dengekî bilind û tûretir li pêş da jê pirsî: [7350 cihani_bilican] Van şevan çi reş û meş li dora konan li ber çavên te neketiye? [7351 cihani_bilican] Reş? [7352 cihani_bilican] Reşê çi? [7353 cihani_bilican] Tu çima xwe gêl dikî? [7354 cihani_bilican] Reşê merivan! [7355 cihani_bilican] Reş? [7356 cihani_bilican] Na min reş nedîtine. [7357 cihani_bilican] Reş ? [7358 cihani_bilican] Na . [7359 cihani_bilican] Erê. [7360 cihani_bilican] Erê ew reşa kê bû? [7361 cihani_bilican] Him? [7362 cihani_bilican] Him û zehremar... dexesê kurê dexesan! [7363 cihani_bilican] Ezbenî min hema carekê tenê reşek dît. [7364 cihani_bilican] Ew reşa kî bû? [7365 cihani_bilican] Rengê Kerrî dida. [7366 cihani_bilican] Te li kîderê dît. [7367 cihani_bilican] Li nîveka konê Werdekê û dapîrê da. [7368 cihani_bilican] Ezbenî min ew nas kir. [7369 cihani_bilican] Ew hatibû sera hespan. [directspeech cihani_bilican] Ha, we dest daye hevdu? [7370 cihani_bilican] Te taze digot min kes nedîtiye. [7371 cihani_bilican] Niha jî tu dibêjî Kerro hatibû sera hespan bide. [7372 cihani_bilican] Dexesê dola dexesan. [7373 cihani_bilican] Bi vê gotina xwe ra rabû ser piyan û Şemo avîte nav tajankan. [7374 cihani_bilican] Qareqar bi Şemoyi ket. [7375 cihani_bilican] Dengê Şemoyi li dîwanxanê da lev geriya û ji dîwanxanê derket û giheşte nav konê aliyê malê. [7376 cihani_bilican] Li konê aliyê malê derbas bû û belayî nav zomê bû. [7377 cihani_bilican] Jin û zarên mala Emer Axayî hatin li ber derê dîwanxanê. [7378 cihani_bilican] Lê kesî newêrî navcîtî bikira. [7379 cihani_bilican] Axayî bi dilê xwe Şemo kuta. [7380 cihani_bilican] Hê jî qareqara Şemoyi bû, ko li nav destên wî da vî alî wî alî direvî û hawar hawara wî bû. [7381 cihani_bilican] Eyşanê koma keniz û kulfetan paş da da û bixwe dakete hundurê dîwanxanê û bi zorê Şemo li nav dest û piyên axayî da deranî. [7382 cihani_bilican] Axayî dujûn didane erd û asimanan. [7383 cihani_bilican] Dijûn didane Eyşan û Perîşan û Macanê. [7384 cihani_bilican] Li nav hawar û gaziyên Şemoyi da çend tajank jî daweşande Eyşanê. [7385 cihani_bilican] Şemo bi arîkariya Eyşanê, xwe li nav destên axayî da deranî û bi ser û guhên xûnavî, daliqiyayî daliqiyayî ji dîwanxanê derket û topal topal xwe bi konê xwe ra gîhand. [7386 cihani_bilican] Eyşanê bi lavayî û pariyanan ji axayî pirsî: [7387 cihani_bilican] Çi bûye malava te êl li ser serê me da anî?! [7388 cihani_bilican] Tişt nebûye, mifirdiya te... [7389 cihani_bilican] Axa me rusva neke! [7390 cihani_bilican] Taze em rusva bûne. [7391 cihani_bilican] Axo çi bûye ji me ra jî bêje! [7392 cihani_bilican] Axayî bînfişk vedidan û netebitî pêgermok lêdidan û dejûn didan Şemo û Ker û Werdek û Perîşan û Macanê. [7393 cihani_bilican] Eyşanê destê mêrê xwe kire nav destên xwe û ew bi zimanekî li ser doşikê da rûniştandinê û gotê: [7394 cihani_bilican] Bêhna xwe fire bike evdê Xudê! [7395 cihani_bilican] Axayî bînfişk veda û gazî kir: [7396 cihani_bilican] Kuro Êxo here gazî kurê Werdo bike, bila bê vira! [7397 cihani_bilican] Bû repetepa lingê Êxo û bêy wê hindê ko bersiva axayî bide, ber bi mala Werdekê revî. [7398 cihani_bilican] Lê paşî demeke kurt zivirî û hate ber derê dîwanxanê û got: [7399 cihani_bilican] Axa li mal da nîne, çûye ravê. [7400 cihani_bilican] Dema ko ji ravê zivirî, bêjê bila bê bal min. [directspeech cihani_bilican] Başe ezbenî. [7401 cihani_bilican] Neimet mêjve bû ko axa li dîwanxanê da tenê hêla bû. [7402 cihani_bilican] Hê gava ko Êxo çû peyê Şemoyi, hînga ew jî ji dîwanxanê derketibû. [7403 cihani_bilican] Hê hêrsa axayî nedanîbû. [7404 cihani_bilican] Hê li nava dîwanxanê da bi bînfişk pêgermok lêdida, ko cotên fêriz û pehlewanan li girê pêşberî malan ra li êlê fitilîn. [7405 cihani_bilican] Her yekê jî cendekekî nêçîrê li terkiya wan bû. [7406 cihani_bilican] Kerrî dîsan bînanî caran, serê Sosikê li ser mala axayî da zivirand. [7407 cihani_bilican] Hat û li ber derê konê aliyê malê rawesta. [7408 cihani_bilican] Cendek ji terkiya Sosikê vekir. [7409 cihani_bilican] Bû şîrpîna cendekê karxezalekê û kete erdê. [7410 cihani_bilican] Xulam û xizmetkar hatin û cendek li nav hev ra kirin û birin aliyê malê. [7411 cihani_bilican] Kerrî pîçekê xwe gêzirand û çavên xwe gerand. [7412 cihani_bilican] Lê ne Perîşan, ne jî Macan yek jî li ber çavan neket. [7413 cihani_bilican] Kerrî qestîka zîn û pûsadê Sosikê serast kir û toza rê ji zînê wê weşand, ko Êxo pê ra gihîşt û gotê: [directspeech cihani_bilican] Axa gazî te dike. [7414 cihani_bilican] Kerrî hefsarê Sosikê da destê Êxoyi û hema wisan bi çek û rextên nêçîrvaniyê va dakete hundurê Dîwanxanê. [7415 cihani_bilican] Dîwanxane vik û vala bû. [7416 cihani_bilican] Axa tenê bi lêv û loper li ser doşeka xwe rûniştibû û herdu destên xwe li patika xwe da şe kiri bû, diponijî.. Gava ko Kerrî derî lê vekir, xwe berev kir. [7417 cihani_bilican] Kerrî silav lê kir. [7418 cihani_bilican] Lê bersiva silava Kerrî neda û gotê: [7419 cihani_bilican] Were vira nêzîk rûnê! [7420 cihani_bilican] Ker hat û pêşberî wî rûnişt. [7421 cihani_bilican] Axayî lê pirsî: [7422 cihani_bilican] Tu li kêderê bû yî? [7423 cihani_bilican] Ca bi vê pirsiyarê ra çavên wî li Ker û çek û rextên wî ket. [7424 cihani_bilican] Berqa nêza Kerrî da nav çavên wî û benda dilê wî lerizî û hindekî sist bû. [7425 cihani_bilican] Kerrî bersiv da: [directspeech cihani_bilican] Çûbûme nêçîrê, ezbenî. [7426 cihani_bilican] Tûretî ji ser û çavên axayî dibarî. [7427 cihani_bilican] Rehên uskura wî rabibûn. [7428 cihani_bilican] Berê xwe li ser Kerrî da kir û gotê: [directspeech cihani_bilican] Lawo dema ko hûn li bal malxalana xwe hatin, hûn du sewlikên bê ser û pa bûn. [7429 cihani_bilican] Şapik jî li ber we da tune bû. [7430 cihani_bilican] Min hûn xudan kirin. [7431 cihani_bilican] Gîhandin. [7432 cihani_bilican] Ji xêra day û babê xwe ra hûn bi nan û av kirin. [7433 cihani_bilican] Hûn kirin dîwanî û palewan ko hûn li kutayê da têkeliya min bikin. [7434 cihani_bilican] Hûn dijî min bilivin. [7435 cihani_bilican] Hûn dexesiyê li min li namûsa min bikin? [7436 cihani_bilican] Lawo tu seyê kîderêyî, ko tu şev tê yî li dora mala min disimsimî? [7437 cihani_bilican] Ezê bidim bila te ji çavan ra biguron û postê te tijî ka bikin. [7438 cihani_bilican] Ker soromoro bû. [7439 cihani_bilican] Ta roja îro çi kesî weha dijûn nedabûne wî. [7440 cihani_bilican] Ker ta roja îro ew dijûnan ji çi kesî nepejirandibû. [7441 cihani_bilican] Cinekî digotê hema rabe û nêzeyekê li sîngan ra bike, bila li navmilan ra derkeve. [7442 cihani_bilican] Lê dîsan bi zorê pêşayî ka xwe girt û serê xwe kire ber xwe da û xwe ji xwe ra hizirî û di dilê xwe da got: [7443 cihani_bilican] Doza namûsê ye. [7444 cihani_bilican] Pê hesiya ye. [7445 cihani_bilican] Ker di van hizrana da bû, ko axayî xwe lê tûre kir: [directspeech cihani_bilican] Li îro şûn da êdî ez naxwazim rûçkê we bibînim. [7446 cihani_bilican] Seb xatirê Mamê Îsi nebûya, minê tu bidaya berdebaran kirinê. [7447 cihani_bilican] Minê tu bidaya ricim kirinê. [7448 cihani_bilican] Rabe biteqize here û mala xwe li nav zoma min bar bike! [7449 cihani_bilican] Tu kû da diçî here. [7450 cihani_bilican] Diçî kîj cehnemderê here! [7451 cihani_bilican] Îca bi vê gotinê ra ji ciyê xwe rabû û derkete derva. [7452 cihani_bilican] Eger Ker tevgirêdayî neba, eger çek û rextên nêçîrvaniyê li Kerrî neba, Emer Axa yê ew jî wekî Şemoyî bavîta nav tajankan. [7453 cihani_bilican] Yê ew bavîta nav paînan. [7454 cihani_bilican] Yê xwe li wî biceribanda. [7455 cihani_bilican] Lê gava ko Ker hate hundur dîwanxanê, berqa serê nêza wî li nav çavên Emer Axayî da rûnişt û çavên wî tirsand. [7456 cihani_bilican] Destkê xencera wî li nav kalanî da çilvilî û dilê axayî lerizand. [7457 cihani_bilican] Li nav deng û dujînên Emer Axayî da Ker hêdîka derê dîwanxanê ra derkete derva. [7458 cihani_bilican] Dizgîna Sosikê ji destê Êxoyî stand û lê siwar bû û ber bi mala xwe çû. [7459 cihani_bilican] Rûçkê wî bibû rûçkê sîrfiroşan. [7460 cihani_bilican] Lêv û loperên wî daketibûn. [7461 cihani_bilican] Gava ko çû malê, Werdek jî li mal bû. [7462 cihani_bilican] Werdek li kujekî konî da rûniştibû û dihizirî. [7463 cihani_bilican] Mêj ve bû ko Werdek bi gerdeka Kerrî hesiyabû. [7464 cihani_bilican] Lê gava ko Emer Axayî Şemo avîtibû nav tajankan, giştî êl jî pê hesiyan. [7465 cihani_bilican] Ker hêdîka û bêy axiftin çû li ciyê xwe yê hemêşeyî da rûnişt. [7466 cihani_bilican] Gava ko Emer Axayî dît ko nikare li Kerrî bide, dest ji Kerrî kişand û çû aliyê malê. [7467 cihani_bilican] Porên Perîşan û Macanê bi hev va girêda û ew herdu da ber tajankan. [7468 cihani_bilican] Dîsan Eyşanê xwe avîte nîvekê û navcîtî kir. [7469 cihani_bilican] Kef li ser devê Emer Axayî ketibû. [7470 cihani_bilican] Dijûn dida erd û esmanan. [7471 cihani_bilican] Kûrekûra herdu kiçikan bû, digiriyan. [7472 cihani_bilican] Carî û keniz û kulfetên dî hemûyê xwe veşartibûn. [7473 cihani_bilican] Eyşanê xwe avîte ser dest û piyên wî. [7474 cihani_bilican] Lingê wî kire devê xwe û gotê: [directspeech cihani_bilican] Bide bo xatirê Xudê me rusva neke. [7475 cihani_bilican] Kiça me li nav eşîrên heşt bavan da neçingîne! [7476 cihani_bilican] Axayî çend tajank jî li wê dan û gotê: [7477 cihani_bilican] Kiç teşiya dayîkê dirîse. [7478 cihani_bilican] Îca bi vê gotinê ra ji mal derket û çû aliyê dîwanxanê. [7479 cihani_bilican] Dîwanxane tijî [7480 cihani_bilican] ridênsipî û giregirên êlê bibûn. [7481 cihani_bilican] Hatibûn, wekî her şev rûnên û bêjin û bikenin. [7482 cihani_bilican] Lê wakî dîna xwe dane rûçkê Emer Axayî, dîtin ko hewa ewrayiye, yekoyeko ji dîwanxanê derketin û dîwanxane ji axayî ra hêlan û giyanê xwe rizgar kirin. [7483 cihani_bilican] Kes li dîwanxanê da nema. [7484 cihani_bilican] Emer Axa tenê ma.Wê şevê ta sibêdê xew li çavên wî neket. [7485 cihani_bilican] Ji bilî serê wî, wê şevê gelek serên dî jî neçûne ser palgiyan. [7486 cihani_bilican] Gelek çav wê şevê bê xew man. [7487 cihani_bilican] Çavên axayî li ber kerb û kînê, çavên Kerrî li ber nedîtina yarê û evînê, çavên Şemoyî li ber êşa birînê, çavên Macan û Perîşanê li ber şîn û girînê, çavên Neimetê Îsi jî li ber şabûn û pêkenînê. [7488 cihani_bilican] Wê şevê li her maleke êlê da bas basa qewumîna rojê û bûyerên şevê bû. [7489 cihani_bilican] Tûrebûna Emer Axayî, hutikxwarina Şemoyî, bi hev va girêdana Macan û Perîşanê, ji nav êlê raqetandina mala Werdekê bû çîroka şevê. [7490 cihani_bilican] Şev da, mala Werdekê dane bar kirinê. [7491 cihani_bilican] Mala Werdekê ji nav malan raqetandin. [7492 cihani_bilican] Berdanê li nav zomê deranîn. [7493 cihani_bilican] Mala pehlewanan kirin barê çend hêştiran û ji nav malan rakirin û berê wan dane pişta milê. [7494 cihani_bilican] Werdekê di gel kuran, mala xwe li ser kaniya Rihanê, li pêşberî besta şoreketa nêçîrgehê vegirtin, konekî çar istûnî û xîveteke sipiye du kesî mil kutane hev. [7495 cihani_bilican] Werdek pir posîde û nevehsiyayî bibû. [7496 cihani_bilican] Destên xwe li ber hev ra kiribû, kûr diponijî. [7497 cihani_bilican] Dilê wê li ber hêrs û tûretiyê bînanî germava dermanavayê hildikeliya. [7498 cihani_bilican] Dil hebû çek û rextên xwe tev girêbide û bi cotên kurên xwe va hêrişî ser zoma Emer Axayî bike. [7499 cihani_bilican] Jê ra sivikatiyeke mezin hatibû kirinê. [7500 cihani_bilican] Mala wê bi destê zorê dabûne bar kirinê. [7501 cihani_bilican] Lê gava ku, dihizirî kurê xwe sûcdar didît. [7502 cihani_bilican] Li ser gotina pîrejinên êlê, kurê wê nanê xelkê xwaribû, kujê sifrika wan jî jêkiribû. [7503 cihani_bilican] Lê Werdekê li bersiva wan da digot: [7504 cihani_bilican] Ma yê kiça xwe bidin kurekî ji kurê min çêtir!? [7505 cihani_bilican] Ez qet mûyekî leşê kurê xwe bi sed kiçên weke Perîşanê ra naguherim. [7506 cihani_bilican] Bila hê ewan lavayan bikin ko ez kiça wan ji kurê xwe ra bixwazim. [7507 cihani_bilican] Werdekê ev gotinan lalî xelkê digot. [7508 cihani_bilican] Lê li dilê xwe da digot: Xudê kem, bi şêx û şemsan herduk jî her hevkûfî hev in. [7509 cihani_bilican] Ma ne, her pêş da jî xizminatiya wan hebûye. [7510 cihani_bilican] Ma jina Mamê Îsi xûşka Emer Axayî nîne?! [7511 cihani_bilican] Ker kî ye? [7512 cihani_bilican] Ma birazayê Mamê Îsi nîne? [7513 cihani_bilican] Lê çima wisan dûrî xwe lûle dikin?! [7514 cihani_bilican] Ez dizanim Emer Axa çima tûre bûye. [7515 cihani_bilican] Xebergerînan li bal wî dijî me axiftine. [7516 cihani_bilican] Xeber li bin kewşên xwe deranîne. [7517 cihani_bilican] Gotine Axayî Ker her şev diçe diziya kiça te. [7518 cihani_bilican] Çima dizî ye?! [7519 cihani_bilican] Herduyan hejî hev kirine. [7520 cihani_bilican] Kebîna du evîndaran li esmanê heftê hatiye birînê. [7521 cihani_bilican] Diviya Emer Axayî ji min ra bigota. [7522 cihani_bilican] Yan jî hema min gereke pêşdestî li wan bikira û bişanda xazginî. [7523 cihani_bilican] Wekî min bişanda xazginî Emer Axayî nedigot na. [7524 cihani_bilican] Lê xebergerînan kar aloz kirin. [7525 cihani_bilican] Evîndariya wan kirin leka rûyê Emer Axayî. [7526 cihani_bilican] Êdî ketiye stuyê Emer Axayî. [7527 cihani_bilican] Êdî kar pir dijwar bûye. [7528 cihani_bilican] Werdekê xwe ji xwe ra ev xeberan li dilê xwe da digot û dihizirî. [7529 cihani_bilican] Roja paştirê malên li ser kaniya Rihanê bûne du mal. [7530 cihani_bilican] Mala dapîrê jî bi destê zorê dane barkirinê û ew jî li ser Werdekê da şandin. [7531 cihani_bilican] Piştî barkirina mala Werdekê, hat û çûyeke neasayî ketibû nava êla Emer Axayî. [7532 cihani_bilican] Mirovên vê zomê diçûne zoma han, yê zoma han dihatin vê zomê. [7533 cihani_bilican] Êl ser û binî hevdu bibû. [7534 cihani_bilican] Li her zomê da li malekê yan li du malan da qur û pistek hebû. [7535 cihani_bilican] Hindekan hejiyareyên taybetî didane hev. [7536 cihani_bilican] Li guçkên hevdu da diaxiftin. [7537 cihani_bilican] Ewan ko hay jê tunebûn, we dihizirîn ko ew hat û çû, ew got û bêj û hejyarana li ser evîndariya Ker û Perîşanêye. [7538 cihani_bilican] Lê ya rastî ew hej û kel û hat û çûya tişteke dî bû. [7539 cihani_bilican] Li nav êla Emer Axayî da, li nav hozên heşt bavan da, hindek malên dereke û ne ji hoz û bereya êlê jî li nav êlê da hebûn ko hejmara wan ji hezar û pêncsed malê zêdetir bû. [7540 cihani_bilican] Emer Axa û dîtir serekhoz û serekzomeyên êlê gelekî zor û zordarî bi van malan dikirin. [7541 cihani_bilican] Ewan didane cenceratê û bêgarî û seraneyên zêdepar bêş û bacên neasayî ji wan distandin. [7542 cihani_bilican] Gava ko ev malan pê hesiyan ko Emer Axayî mala cotên pehlewanan ji nav êlê raqetandiye, tev ketin şêvr û got û bêjê. [7543 cihani_bilican] Ridênsipiyên wan lev berev bûn û şêvir giran kirin û ro kirin û pîvan li kutayê da hatin ser wê biriyarê ko ew jî malên xwe li şev da bar bikin û herin û bigîjin mala Werdekê û ewan ji xwe ra bikin serok û pêkve bi serokatiya Kerrî hozekê çê bikin. [7544 cihani_bilican] Rîsipiyên wan gotin: [7545 cihani_bilican] Nabe ko em vê derfendê ji dest xwe derdin. [7546 cihani_bilican] Gereke ko em li helê wêcê vegirin û wan xasmêrên han tenê nehêlin. [7547 cihani_bilican] Evana mêrên rojên tengî û taliyê ne. [7548 cihani_bilican] Emê Ker û Kuliki ji rojekê ra xudan bikin. [7549 cihani_bilican] Mirovîên zana û hişiyar mêrên weha ji dest xwe naken. [7550 cihani_bilican] Werin em hemû dest bidin destên hev û li dijî zor û zulma Emer Axayî rabin şipê û li hember êla wî da, ji xwe ra êlekê saz bikin û ji bin destên evî zalim derkevin. [7551 cihani_bilican] Rabin em hemû, em gijik dest bidin destên hevdu û ji malên ji hev belav bûyî û bijiqî êleke hevgirtî çê bikin. [7552 cihani_bilican] Eger em hemû dest bidin destên hev, emê êleke ji êla Emer Axayî girantir û bitewtir jî serast bikin. [7553 cihani_bilican] Li bin va xeberê bidin hemû malên ney ji êlê, bila îşev hemû bar bikin. [7554 cihani_bilican] Emê îşev li jêr destê Emer Axayî derkevin û herin bigîjin Werdekê û cotên pehlewanan. [7555 cihani_bilican] Taze tarî dikete erdê, ko li her zomeyeke êla Emer Axayî da çendîn kon bi hevra ketin. [7556 cihani_bilican] Bû şîrp û tîrpa stûnên kon û xîvetan. [7557 cihani_bilican] Mal li hesp û hêstir û hêştiran kirin û pez û dewar û hesp û hêstirên xwe dane pêşiya xwe û ber bi kaniya Rihanê rêketin. [7558 cihani_bilican] Hemû li nîviya rê da gihîştin hev. [7559 cihani_bilican] Ridênsipiyan gotin: [7560 cihani_bilican] Malê pezekê û tejek kon bînin. [7561 cihani_bilican] Malê pezek, hezar û pêncsed pez. [7562 cihani_bilican] Malê tejek kon, hezar û pêncsed tejê koni. [7563 cihani_bilican] Keriyê pezî dane pêşiya xwe û bi deng û hera û duruşm ber bi mala Werdekê rê ketin. [7564 cihani_bilican] Hê hewa gewir nebibû ko Werdek bi kurên xwe va, bi dengê duruşman û kalekala pezî ji xew rabûn. [7565 cihani_bilican] Hezar û pêncsed malî dor li konê Werdekê girtin. [7566 cihani_bilican] Ker hate pêşiya wan. [7567 cihani_bilican] Ridênsipiyan bûyer ji Kerrî ra şirove kirin. [7568 cihani_bilican] Ker hawarî da dayîka xwe. [7569 cihani_bilican] Werdek bi wê hawariyê pir şa bû. [7570 cihani_bilican] Werdek hate pêşiya wan û bixêrhatinî û serçavanî da wan û got: [7571 cihani_bilican] Hûn gelekê bixêr û xweşî hatine. [7572 cihani_bilican] Li ser serê Werdekê û cotên kuran ra hatine. [7573 cihani_bilican] Hûn hemû jî bînanî kurên min, wekî Ker û Kulikin... [7574 cihani_bilican] Dengê Werdekê li nav dengên mirovan da, li nav gazî û qûtîna şivan û gavan û malîvanan da, li nav kalekala pezan, barebara bizinan, oreora dewaran, norenora hêştiran, şîhîna hespan, qîrîna mirîşk û kelokan, rewterewta seqan û girîna zaran da bezir bû. [7575 cihani_bilican] Komelê dest pê kirin. [7576 cihani_bilican] Tejên konî bi hev va dirûn. [7577 cihani_bilican] Li qasekê da konekî hezar û pêncsed tejî dirûn û amade kirin, bû ringeringa mêkutan û kon li ser kaniyê vegirtin. [7578 cihani_bilican] Yêkatî, arîkarî, yarmetî, zibare, hevdestî, hevratî, tifaq mirovî digehîne hemû miraz û daxwazan. [7579 cihani_bilican] Komelê bi yêkatî û arîkarî di gavekê da konekî taze ji kurên Werdekê ra vegirtin. [7580 cihani_bilican] Konê kurên Werdê, bû bîna mija li rûyê erdê. [7581 cihani_bilican] Hê sibêde baş temîz nebibû, ko konekî çilistûnî li ser kaniya Rihanê hate vegirtinê û keriyekî hezar û pêncsed pezî li besta binya kaniyê da bi se û şivan xerîkî lewerînê bû. [7582 cihani_bilican] Li dû ra bû ringeringa mêkut û singan û komelê dest pê kirin, konên xwe jî li rex konê Werdekê vegirtin. [7583 cihani_bilican] Êla kurê Werdekê der û deşt da ber xwe û per veda û ber va çû. [7584 cihani_bilican] Hezar û pêncsed malî mil kutane hev; konan li dora konê kurên Werdekê da ger lêdabû û konê kurên Werdekê bînanî qaşeke gustîlê li nav hev da girtibûn. [7585 cihani_bilican] Lokoyê begzade û Elikê mitrib ringandin duholê û tûtandin zurnayê. [7586 cihani_bilican] Miqamê şayê lêdan. [7587 cihani_bilican] Dengê duholê kete çil û çiyan û xewa êla Emer Axayî ya berbangê herimand. [7588 cihani_bilican] Xelkê êlê ji çadir û xîvetan derketin û guhdarî li dengê duhol û zurnayê kirin. [7589 cihani_bilican] Begzadan li miqamekî hind xweş lêdidan, hema hindik mabû ko xelkê êla Emer Axayî jî li ber wî miqamê şa destên hev ra bigirtana û dîlan bigerandana. [7590 cihani_bilican] Emer Axa bi dengê duholê û gazî û heraya komelê ra ji xew rabû û pirsî: [7591 cihani_bilican] Kuro ew dengê wê duholê ji ko tê!? [7592 cihani_bilican] Ezbenî ji ber derê mala kurên Werdekê tê. [7593 cihani_bilican] A, bila ji xwe ra mirtibiya xwe bikin. [7594 cihani_bilican] Piştî demeke xurt hawarî ji Emer Axayî ra hanîn, ko êleke giran li ser mala kurên Werdekê daniye. [7595 cihani_bilican] Emer Axa tûre bû û gazî kir: [7596 cihani_bilican] Ca çend kes ji we herin û bizanin kanê ew çawa êle?! [7597 cihani_bilican] Bixwe jî tabetî nehatê û gazî kir: [directspeech cihani_bilican] Kiçê Perîşan ca ewê dûrbînê ji min ra bîne kanê. [7598 cihani_bilican] Perîşanê dûrbîn jê ra anî. [7599 cihani_bilican] Te digot qay xwelî li ser Perîşanê da dabêtine. [7600 cihani_bilican] Pirçûk dabû. [7601 cihani_bilican] Reng li rûçikê wê da nemabû. [7602 cihani_bilican] Lêvên wê yên gêlasî bizmirî bûn. [7603 cihani_bilican] Çavên wê yên belek kor da daketibûn. [7604 cihani_bilican] Lemisî bû. [7605 cihani_bilican] Bînanî pişîkeke pelûr li ser da rijiyayî lê hatibû. [7606 cihani_bilican] Şikestibû. [7607 cihani_bilican] Serê wê di ber da ji bavê xwe ra dûrbîn anî. [7608 cihani_bilican] Gava ko dûrbîn da destên bavê xwe jî, serê xwe li ber xwe dernexist. [7609 cihani_bilican] Li nav çavên bavê xwe mêze nekir. [7610 cihani_bilican] Bavê wê li nav birû û bijangan ra avirek dayê. [7611 cihani_bilican] Avira bavê xwe nedît. [7612 cihani_bilican] Emer Axa dûrbîn li desti da, ji nav malan derket û xwe da girê pêşberî malan û dûrbîn da ber çavên xwe û li ser kaniya Rihanê gerand. [7613 cihani_bilican] Dîna xwe dayê çi! [7614 cihani_bilican] Êleke giran li ser kaniyê daniye, konekî hê ji konê wî yê dîwanxanê mezintir li nîveka êlê daye. [7615 cihani_bilican] Dûrbîn li ser xelkê ko li nava êlê da dihatin û diçûn gerand. [7616 cihani_bilican] A, ewa hanê Zerdê ye. [7617 cihani_bilican] A, ewê hanê Heskeçel e. [7618 cihani_bilican] Ewkê hanê jî Remo Rûto ye. [7619 cihani_bilican] A, ewê hanê ko ber bi wî konê giran diçe, ew jî Kajo ye. [7620 cihani_bilican] Emer Axa ew hemû nas kirin û li ber xwe da hurmicî û pirsî kuro lê ev çima çûne, lo?! [7621 cihani_bilican] Li van bîr û hizrana da bû ko Neimetê Îsi xwe pê ra gîhand: [directspeech cihani_bilican] Xalo Kero ya xwe bi me kir. [7622 cihani_bilican] Leke li me da û li ser da jî êl li ser me bir kir. [7623 cihani_bilican] Nîvê êlê xwe dane ser wî. [7624 cihani_bilican] A, ew konê reşî erebî, ewê hanê mezin jî hevhêsiyên wî jê ra berev kirine. [7625 cihani_bilican] Ew keriyê hanê ko li biniya kaniya Rihanê diçêre, ew jî keriyê wiye. [7626 cihani_bilican] Ew jî dîsan hevhêsiyên wî jê ra dane hev. [7627 cihani_bilican] Ew Kero ji xwe ra kirine serok. [7628 cihani_bilican] Te dît, her li roja roj da gereke te ev êtîmana ev sewlikana xudan nekira. [7629 cihani_bilican] Te evan mezin kir, ko roja îro hem em bêabûr kirin, hem jî êl li ser te bir kir. [7630 cihani_bilican] Hê li ser da jî Kero gotiye, ezê axatiyê ji Emer Axayî bistînim. [7631 cihani_bilican] Axatî berê li binemala me da bûye. [7632 cihani_bilican] Ezê hema van rojana herim ba kardarên dewletê û qeyd û qoçanên kalkê xwe derxim. [7633 cihani_bilican] Çokên Emer Axayî sist bûn. [7634 cihani_bilican] Qudûmên wî işkestin. [7635 cihani_bilican] Hema li ciyê xwe da rûnişt. [7636 cihani_bilican] Neimet kete bin milan û ew li girikî ber bi malê anî. [7637 cihani_bilican] Li bal axa û serokhozan birkirina êlê bi wateya ragehandina serxwebûna bindestan û tunekirina axayan bû. [7638 cihani_bilican] Birkirina êlê ji kuştina mêran û ji zorpeskirina cî û waran, heylo ji doza namûsê jî girantir bû. [7639 cihani_bilican] Hawariya êl birkirina Keroyî, mezinatiya konê wî, keriyê pezên wî, serokatiya wî bînanî birûskê li nav êlê da teqiya û li qasekê da komel hemû pê hesiyan. [7640 cihani_bilican] Şîn li ser êlê da hatibû. [7641 cihani_bilican] Êl bibû, du êlan. [7642 cihani_bilican] Dutîretî ketibû nav êlê. [7643 cihani_bilican] Hemûyan meidê xwe kiribûn. [7644 cihani_bilican] Wanên ko pê xweş bûn jî, derew da pirçûkên xwe kiribûn. [7645 cihani_bilican] Her tenê li nav êla Emer Axayî da mirovek tenê, tek mirovek keyfxweş bû. [7646 cihani_bilican] Çavên wê yên belek dikeniyan. [7647 cihani_bilican] Tilîlî dihatinê. [7648 cihani_bilican] Dilê wê xweş û beşera wê geş bibû. [7649 cihani_bilican] Ew jî Perîşana giraviya Kero bû. [7650 cihani_bilican] Pêş da posîde bû, lê dema ko bihîst, berdilka dilê wê êl bir kiriye û bûye serokê êlê û xudanê konê çilistûnî, êdî tilîlî hatinê. [7651 cihani_bilican] Perîşanê êdî li ser xwe ra avîtibû. [7652 cihani_bilican] Êdî şerma wê şkestibû. [7653 cihani_bilican] Gava ko navê Kerrî dihat. [7654 cihani_bilican] Keyfxweş dibû. [7655 cihani_bilican] Şa dibû. [7656 cihani_bilican] Dikeniya. [7657 cihani_bilican] Dema wê saz dibû. [7658 cihani_bilican] Emer Axa û Neimetê Îsi xwe gîhandin dîwanxanê. [7659 cihani_bilican] Neimeti gotê : [7660 cihani_bilican] Xalo tevbîr! [7661 cihani_bilican] Pîlan, Neimet pîlanekê çê ke! [7662 cihani_bilican] Bi pîlan nebe, em bi kurê Werdo nikarin. [7663 cihani_bilican] Xal û xwarzî tenê di hundurê dîwnxanê da şêvir giran kirin. [7664 cihani_bilican] Hindî cîhan ava bûye. [7665 cihani_bilican] Hindî ko topa cîhanê ketiye ser tebera xwe û geriyana wê rêk ketiye. [7666 cihani_bilican] Hindî ko mirov li ser rûyê vê topê peyda bûne. [7667 cihani_bilican] Hindî ko jiyanê li ser vê topê dest pê kiriye. [7668 cihani_bilican] Mirovan bi hiş û zanîn û karîn û şiyan û viyana xwe gelek astengên giringe jiyana komelayetiyê ji holê rakirine. [7669 cihani_bilican] Li dijî her cure gîrodarî û tengî û taliyên jiyanê çareyek peyda kirine. [7670 cihani_bilican] Ji her nexoşiyekê ra avêşek, ji her kulekê ra merhemek, ji her derdekî ra dermanek peyda kirine. [7671 cihani_bilican] Hindî ko cîhanê gera xwe rêk kiriye, mirovan bi hiş û têkoşîna xwe her çi xwastine kirine. [7672 cihani_bilican] Roja îro li saya wê têkoşîn û hişiyariyê da mirovî dikare ji balindan baştir fir bide. [7673 cihani_bilican] Ji masiyan çêtir somekariyê bike. [7674 cihani_bilican] Li saya wî hişî da dikare ava ko tim û tim serberjêr herikiye serhevraz biherikîne. [7675 cihani_bilican] Hêkekê danê rojhalatê û ya dî danê rojava û li yek çavlêdanê da herdu hêkan bi hevra bibîne. [7676 cihani_bilican] Li vî serê cîhanê digel wî serê cîhanê biaxive. [7677 cihani_bilican] Hîv û istêran dagîr bike. [7678 cihani_bilican] Koşk û saxtumanan li ser istêrkan ji xwe ra ava bike. [7679 cihani_bilican] Li dilê avê da agiri derbîne. [7680 cihani_bilican] Li vî serê cîhanê rûnê, rojnama ko li wî serê cîhanê tê diweşandinê, di gavê da heylo berî wê hindê ko ew rojnama giheştibe destên şêniyên wî welatî, bixûne. [7681 cihani_bilican] Lê ta roja îro tenê çare û dermanek ji mirinê ra peyda nekirine. [7682 cihani_bilican] Ra li her tiştî kirine, tenê ra li mirinê nekirine. [7683 cihani_bilican] Ta roja îro gelekan temenên xwe li vê rêkê da pûç kirne. [7684 cihani_bilican] Li dû ava jiyanê û gîhayê hermanê geriyane. [7685 cihani_bilican] Gelek Kelgamêşan û Xizir û Îskender û Îsfendiyaran canê xwe li vê rêkê da ji dest dane, lê bêakam û bêçine bûye. [7686 cihani_bilican] Kesî neşiyaye, pêşiya mirinê bigire. [7687 cihani_bilican] Mirin rastiyeke tal e. [7688 cihani_bilican] Her tişt bivê û nevê dê rojekê şerbeta mirinê tam bike. [7689 cihani_bilican] Her tiştê ko jiya be, dê rojekê jî bimire. [7690 cihani_bilican] Çi kesî ta roja îro neşiyaye berayîka mirinê bigre. [7691 cihani_bilican] Gelo rojekê bê ko mirov bişê evê pîrhepokê jî devgem bike û ji wê ra jî çare û dermanekî peyda bike? [7692 cihani_bilican] Bêgotin hiş û karîna mirovan bê sînor e. [7693 cihani_bilican] Dê rojekê bê ko dermanê vî derdê bêderman jî peyda bibe. [7694 cihani_bilican] Sereşivanê mihiyên Mîr Elî Siwaran, Mîrê Ereban, Kakilê mêrê Kinê, ev demanekî dirêj e ketiye nav nivînan. [7695 cihani_bilican] Kuxtekuxta wî ye, dikuxe û xûn vedireşe. [7696 cihani_bilican] Ridêna wî ya sipîçîl bîzbîzî bûye û li bin lihêfê da derketiye derva. [7697 cihani_bilican] Li sebedê dide û kûr dinale. [7698 cihani_bilican] Nalîna wî ji ciyekî kûr tê. [7699 cihani_bilican] Lê malçola kuxikê nahêle ko belengazî ji dil û can binale jî. [7700 cihani_bilican] Her cara ko kuxka wî tê neşê rûnê. [7701 cihani_bilican] Li nav nivînan derdikeve, qûnkî rûdinê. [7702 cihani_bilican] Li dû hev dibe kuxtekuxta wî, gelek caran jî bêhna wî digire û neşê bikuxe jî. [7703 cihani_bilican] Di demên weha da, rengê wî reş û şîn dibe. [7704 cihani_bilican] Li dest û piyan dide. [7705 cihani_bilican] Destên xwe dide ber devê xwe û lal dibe. [7706 cihani_bilican] Zaroyên wî lê berev bûne. [7707 cihani_bilican] Li kûraniya çavên Kakîlî da nihêraniyeke sosret diyar dike. [7708 cihani_bilican] Çavên wî yên kûr da daketî, dibêjin mirovan ko dixwazin tiştekê bêjin, lê nawêrin. [7709 cihani_bilican] Li dev û dorên xwe dinihêre. [7710 cihani_bilican] Çavên xwe li mirovan digerîne. [7711 cihani_bilican] Carinan eger yekî nenas bibîne, wisan kûr û hûr lê dinêre, tu dibêjî qay dê wî mirovî bikire. [7712 cihani_bilican] Bi çavekî bikir û sosret û zendemayî û demeke pirsiyarkerane li mirovan dinêre. [7713 cihani_bilican] Piştî lênihêrîneke dûr û dirêj, lênihêrîneke tirsêner û bi saw serê xwe dike ber xwe da. [7714 cihani_bilican] Serê wî wisan dikeve ber da, tu dibêjî li wê lênihêrînê şerm dike. [7715 cihani_bilican] Poşman dibe. [7716 cihani_bilican] Serê wî şor dibe. [7717 cihani_bilican] Serê xwe bi nîşana nebawerî û poşmaniyê wî alî û vî alî dihejîne û li dû ra eger kuxik derfendê bidê da, kûr diponije. [7718 cihani_bilican] Jina wî, Kinê li ber seri rûniştiye û lê dipirse: [directspeech cihani_bilican] Kakil tu çima serê xwe wisan dihejînî? [7719 cihani_bilican] Tu çi dixwazî? [7720 cihani_bilican] Kîdera te diêşe? [7721 cihani_bilican] Bişînin peyê. [7722 cihani_bilican] Peyê kê? [7723 cihani_bilican] Peyê... [7724 cihani_bilican] Lê kuxika malçol molê nadê. [7725 cihani_bilican] Li ser hev dikuxe û li dû kuxikê ra dinale û li sebedê dide. [7726 cihani_bilican] Em bişînin peyê kê Kakil? [7727 cihani_bilican] Bişînin peyê... Lê dîsan kûr dikuxe û li ber kuxikê reş û hişin dibe. [7728 cihani_bilican] Zaroyên wî hemû li dorê kom dibin. [7729 cihani_bilican] Bi girîna Kinê ra, kûrîn bi zaroyan jî dikeve. [7730 cihani_bilican] Kûkekûk dikeve mala Kakîlî da. [7731 cihani_bilican] Bi girîna zaroyan ra, hêsireke zirav li korika çavên Kakîlî derdikeve û li ser rûmetê wî yê qerçimî ra dişûlike û ber bi cengela ridêna wî ya kever diherike û li nav ridêna wî da winda dibe. [7732 cihani_bilican] Herin peyê... Lê dîsan jî kuxik nahêle gotina xwe kuta bike. [7733 cihani_bilican] peyê kê? [7734 cihani_bilican] Radibe û li ser xwe dirûnê. [7735 cihani_bilican] Pê dermilkê kirasê xwe xûn û gilêza ko li ser devi ketiye, paqiş dike: [directspeech cihani_bilican] Bişîne peyê Hesê Dûdêyî û Mela Ehmedî. [7736 cihani_bilican] Dîsan dibe kuxtekuxta wî û vê carê deverû dikeve ser nivînên xwe. [7737 cihani_bilican] Jinka wî kûr diponije. [7738 cihani_bilican] Başe Mela Ehmed yê bê li ser da yasînê bixûne, lê ew çima dibêje bişîne pê Hesê Dûdêyî?! [7739 cihani_bilican] Kengê xêr û şera Kakil û Hesê Dûdêyî pêkve hebûye? [7740 cihani_bilican] Tevaya Hesê Dûdê û Kakîlî weke tevaya fîl û fîncanê ye. [7741 cihani_bilican] Ew palewanê êlê. [7742 cihani_bilican] Bavê heşt palewanan. [7743 cihani_bilican] Xezûrê palewanê gorbihîşt Silêmanî. [7744 cihani_bilican] Ev şivanekî guhê gundan?! [7745 cihani_bilican] Gelo çi karê wî bi Hesêyi ketî ye?! [7746 cihani_bilican] Kinê peş da we hizirî ko mêrê wê li ber bestan diaxive. [7747 cihani_bilican] Lê li ber bestan nebû. [7748 cihani_bilican] Mêrê wê hişiyar bû. [7749 cihani_bilican] Got qay li ber nehişiya mirinê ye. [7750 cihani_bilican] Dîsan devê xwe bire ber guçkê Kakîlî û lê pirsî: [directspeech cihani_bilican] Te got bişînim pê kê? [7751 cihani_bilican] Kakil bi tûretî dupate kir: Peyê Hesê û Mela Ehmedî! [7752 cihani_bilican] Jinkê nizanî li ber çi dişîne peyê Hesêyi. [7753 cihani_bilican] Di gavekî da hezaran bîr û [7754 cihani_bilican] hizrên aloz li nav serê wê da geriyan. [7755 cihani_bilican] Pê kujê xavika xwe paşiya çavên xwe paqij kir û zarekyê xwe şande peyê Mela û yek jî şande peyê Hesêyi: [directspeech cihani_bilican] Kuro Temo tu here peyê Mela Ehmedî û bêjê bavê min li ber nezia ruhe, Mela dixwaze. [7756 cihani_bilican] Bila were xêra Xudê ra yasînekê li ser da bixûne. [7757 cihani_bilican] Kuro Lemo tu jî here peyê Hesê Dûdêyî û bêjê bavê min li ber giyandanê ye, te dixwaze. [7758 cihani_bilican] Bêjê gotiye karekî minî zor giring pê heye de zû herin kurên baş! [7759 cihani_bilican] Vêca bixwe jî li ber serê mêrê xwe yê hişveçûyî rûnişt û hûrik hûrik hêsir barand. [7760 cihani_bilican] Lemo xwe bi mala apê Hesê Dûdêyî ra gîhand û li ber derê konî gazî kir: [directspeech cihani_bilican] Apê Hesê! [7761 cihani_bilican] Apê Hesê! [7762 cihani_bilican] Bavo li ber mirinê ye. [7763 cihani_bilican] Dibêje bila Apê Hesê bê serekî li min bide. [7764 cihani_bilican] Dibêje bila zû bê. [7765 cihani_bilican] Hesê li nav hişê xwe da çû. [7766 cihani_bilican] Axo li nav vê êla giran ewî çima li seremerga xwe da şandiye dû min? [7767 cihani_bilican] Hindî Hesêyi ro kir û pîva, hegera wê hindê nizanî. [7768 cihani_bilican] Bi hizirîn apinciyê xwe avîte milê xwe û destên xwe avîte stûna koni, xwe bi stûnê va girt û gopalê xwe xwast. [7769 cihani_bilican] Zaroyan solikên wî danîn û gopalê wî dane destî. [7770 cihani_bilican] Hesê topaltopal ji mal derket. [7771 cihani_bilican] Heyî dinyayê fenayê! [7772 cihani_bilican] Eva Hesê Dûdê ye. [7773 cihani_bilican] Navê wî dihat pilingan tûk di-werandin. [7774 cihani_bilican] Serê palewanên rom û ereb û eceman vedihêra. [7775 cihani_bilican] Vêca niha bi gopalî digere. [7776 cihani_bilican] Xwe bi dîwar û stûnan va digire. [7777 cihani_bilican] Gava ko bixwaze rabe, bi destî ra digirin. [7778 cihani_bilican] Hey cîhana xortxapîn! [7779 cihani_bilican] Hey yara derewîn! [7780 cihani_bilican] Hezar qeziya bêne te derewîna bêy paşbend! [7781 cihani_bilican] Hesê hêdî hêdî bi yarmetiya gopalî di gejl hezar cure hizir û xiyalan ber bi mala Kakîlî hejiya. [7782 cihani_bilican] Ta roja îro qet carekê jî digel Kakîlî rû be rû nebûye. [7783 cihani_bilican] Tenê car caran gava ko Kakil dihate ciriya şivanî, dûr va qiyafetê wî didît. [7784 cihani_bilican] Li nêzîkiya mala Kakîlî Hesê rastî Mela Ehmedî hat. [7785 cihani_bilican] Ewî û Mela Ehmedî silav dane hev û piştî xoşbêjiyê, Mela Ehmedi ji Hesêyi pirsî: [7786 cihani_bilican] Weha bi lez kî ve? [7787 cihani_bilican] Kakîlî şandiye dû min. [7788 cihani_bilican] Şandiye dû min jî. [7789 cihani_bilican] Tev rê ketin û pêkve gihîştin ber derê mala Kakîlî. [7790 cihani_bilican] Dengê şînê û girînê ji mala wî dihat. [7791 cihani_bilican] Çatorê Kakîlî li biniya malan, li ser du stûnan, li ber bayê wekî mêjokan dihejikî. [7792 cihani_bilican] Mela Ehmed û Apê Hesê çûne jor. [7793 cihani_bilican] Kakil linav dstek nivînê qirênc da ketibû. [7794 cihani_bilican] Nalenal û kuxtekuxtê. [7795 cihani_bilican] Keriyek zarên hûr jî xwe dabûne dora cî û nivînên wî. [7796 cihani_bilican] Çavên hemûyê şil û stuyên wan jî xwar bû. [7797 cihani_bilican] Mela Ehmed û Apê Hesê li rex wî rûniştin. [7798 cihani_bilican] Her dûyan jî ji dema wî pirsîn. [7799 cihani_bilican] Kakîlî bi dest û dev bersiva wan da. [7800 cihani_bilican] Apê Hesê jê pirsî Kakil Xudê xêr ke, te çima şandiye dû min. [7801 cihani_bilican] Kakîlî bi kuxtekuxt û nalenal giştî qewumîna şeva hawariyê û pîlanên Ehmed Begî û kuştina Silêmanî hemû ji Apê Hesê û Mela Ehmedî ra deve bi derziyê va kir û got: [7802 cihani_bilican] Apê Hesê li gerdena min belî bike, ez hatim xapandinê. [7803 cihani_bilican] Bi vê gotinê ra li jêr qerpalê xwe da kîsikek zêr deranî û raberî Hesê û Mela kir û di gel wê serê wî li ser stu da leq bû, kîskê zêran ji destî ket Apê Hesê gotê min li gerdena te aza kir. [7804 cihani_bilican] Bû kûrekûra zarên. [7805 cihani_bilican] Mela Ehmedî jî dest bi xwendina Quranê kir: [7806 cihani_bilican] Yasîn, welquranelhekîm... [7807 cihani_bilican] Dengê wî li ser hemû dengan ket. [7808 cihani_bilican] Kinê bi şîn û girîn lingên mêrê xwe rast kir û ew ber bi quble kir û çavên wî bi destên xwe damiçandin. [7809 cihani_bilican] Bi dengê yasîna Mela û şîn û girîna jin û zaroyan ra, yekê xwe da fêza malan û gazî kir: [directspeech cihani_bilican] Hay yezdan ji miriyên we xweş be! [7810 cihani_bilican] Kakil cûye ber dilovaniya Xudê. [7811 cihani_bilican] Herin goristanê. [7812 cihani_bilican] Gotinên ko ji devê Kakîlî ra derketibûn, her di rojê da li nav êlê belaw bû. [7813 cihani_bilican] Li seranserî êlê da jink û kurik û kiçik û ahil û cahilan ev xeberana ji devên hevdu direvandin: [directspeech cihani_bilican] Ehmed Beg û Remo pehlewanî li Silêmanî dane. [7814 cihani_bilican] Silêmanî jî li wan daye. [directspeech cihani_bilican] Her sê pehlewanan hevdu kuştine. [directspeech cihani_bilican] Kaku gotiye, hawarî derew bûye. [7815 cihani_bilican] Ehmed Beg û Remo pehlewan ji Silêmanî ra telbend venîbûne. [7816 cihani_bilican] Ewan xwesitibûne Silêmanî bikujin. [7817 cihani_bilican] Bixwe jî ketine wê telbendê. [7818 cihani_bilican] Erê da mirov ji hevalê xwe ra gorê bikole, bixwe jî dikeve wê gorê da. [7819 cihani_bilican] Gorkol her dem li binê gorê daye. [7820 cihani_bilican] Belengazî Silêman ! [directspeech cihani_bilican] Ew çavnebaran çawa nehîştin hema salek li ser zemawenda wî ra derbas bibe. [7821 cihani_bilican] Çawa bêmiraz çû. [7822 cihani_bilican] Kuro mêrxasekî çawa bû, bixwe tola xwe vekir, paşê mir. [7823 cihani_bilican] A, li batî xwe du mêr kuşt, paşê mir. [7824 cihani_bilican] Sê mêr. [7825 cihani_bilican] Lê tu Miho mêr nahesibînî!? [7826 cihani_bilican] Erê kuro rast dibêje sê mêr li ber xwe da kuşt û paşê mir. [7827 cihani_bilican] Ev xeberana dev bi dev li nav êlê da digeriyan. [7828 cihani_bilican] Vêca jinikan her lalî xwe ra hindek pelg û çiq lê zêde dikirin: [directspeech cihani_bilican] Kakîlî gotiye, Silêmanî hema li pilekê da hersêk kuştiye. [directspeech cihani_bilican] A, hersêkan bi hev ra para va li Silêmanî dane. [7829 cihani_bilican] Silêman birîndar birîndar li wan ziviriye û hema di pilekê da hersêk kuştiye. [directspeech cihani_bilican] Na, na, hespê Silêmanî silikiye, Silêman li erdê ketiye, paşê ewan hema wisan li erdê li Silêmanî ba ketine. [7830 cihani_bilican] Hema li erdê li Silêmanî dane. [directspeech cihani_bilican] Na, na Silêman li ser çepa bexlecî da li vî alî banz daye alî yê dî, hespê wî banzd neqedandiye. [7831 cihani_bilican] Ew û hesp tev ketine binê zanga xûnê û paşê ewên dî lêdane. [directspeech cihani_bilican] Na, na qirikê ewan li hev dane, her sêkan bi hev ra li Silêmanî dane. [7832 cihani_bilican] Silêman birîndar bûye. [7833 cihani_bilican] Birîna wî kûr bûye, lê dîsan jî li ber xwe daye û birîndar birîndar her sêk dijminê xwe kuştiye, paşê li hespê da ketiye ser termên neyarên xwe. [directspeech cihani_bilican] Qirikê dibêjin Kako gotiye, gava ko ewan li hev didan, ew jî li fêza kevirê hirçê rawestaye û li şerê wan temaşe kiriye. [7834 cihani_bilican] Way lê gor bi gorî! [7835 cihani_bilican] Serê sebeban ew bû. [7836 cihani_bilican] Way lê li gora xwe da nesitiriyî! [7837 cihani_bilican] Piştî servebûna raza kuştina Silêmanî, dilgiraniyeke mezin kete nîveka mala Mîrê Ereban û Hesê Dûdêyî da. [7838 cihani_bilican] Mala Hesê li nav malan bar kir û berên xwe dane Erebistanê. [7839 cihani_bilican] Mîrê Ereban bi jin û zaran va çûn xwe avîtin Hesê Dûdêyî û nehîştin Hesê here Beriyê. [7840 cihani_bilican] Lê Hesê nepejirand. [7841 cihani_bilican] Mala xwe du sê êvirgehan dûrî mala Mîrê Ereban danî. [7842 cihani_bilican] Li dû barkirina mala Hesêyi ra her çî Êzdî li nav êlê da hebûn ewan jî malên xwe bar kirin û çûn gihîştin mala Hesêyî. [7843 cihani_bilican] Tev bûn êleke giran. [7844 cihani_bilican] Êl li ser Mîrê Ereban hatibû birkirinê. [7845 cihani_bilican] Hem jî bi wê qewimînê Mîrê Ereban komek mêrxas û pehlewanên navidar û bi taybet her heft kurên Hesê Dûdêyî ji destê xwe dabû. [7846 cihani_bilican] Mîr herdem ridênsipî û giregirên êlê berev dikir û bi wan ra şêvir dadinî, da ko rêyekê peyda bikin û dilê Hesê Dûdê û kuran vekire. [7847 cihani_bilican] Lê Hesê Dûdêyî nedipejirand. [7848 cihani_bilican] Bi veqetiyana Hesê Dûdêyî ra ji êla Mîrê Ereban, dijmin û neyaran serê xwe lê rakirin. [7849 cihani_bilican] Êla Erebên Hunus ko ewa çendîn sal bû, bêşdar û seranederê êla Mîrê Ereban bû, ji dayîna bêşê û seraneya salan e, serbadanî kirin. [7850 cihani_bilican] Hevhêsiyên wan yê rojavayî dest pê kirin kewşenên wan zorpes kirin. [7851 cihani_bilican] Roj bi roj ji desthelardariya Mîrê Ereban kêm û kêmtir dibû. [7852 cihani_bilican] Hê sala veqetiyana mala Hesê Dûdêyî ji êla Mîrê Ereban kuta nebibû, ko Hesê jî çû ber dilovaniya Xudê. [7853 cihani_bilican] Hesê li bisparteya seremergê da gotibû kurên xwe. [7854 cihani_bilican] Rasiparda min li we be, hindî ko hûn hene, serê xwe li ber axa û xanan da xwar nekin. [7855 cihani_bilican] Lê gava ko we dît welatê we ji aliyê neyar û dijminan da dikeve ber bûveya nemanê, li her kî alî welat da be, herin bergiriya welatê xwe bikin. [7856 cihani_bilican] Ya mala Mîrê Ereban jî hindî ji dest we tê, tevaya wan nekin, lê nebî nebî hûn wan li rojên qawmeqûtên giran da, li ber hêrişên neyar û bîhaniyan da tenê bihêlin. [7857 cihani_bilican] Me û ewan tev nan û xoyê xwariye. [7858 cihani_bilican] Eger ewan hawariya xwe li we daxistin, lawo rasparda min li we be, li hawariya wan da herin, lê serê xwe jî li ber wan danenên. [7859 cihani_bilican] Şerê wan jî nekin. [7860 cihani_bilican] Tevaya wan jî nekin. [7861 cihani_bilican] Buharan dema ko erd li gul û çîçekan da dixemile û çil û çî, deşt û banî, mil û bêlan li kulîlkên rengareng da winda dibin, xêlat û koçer bînanî kuliyan hêrişê didene çiyan û xîvet û kon û çadirên xwe li ser kanî û rex cok û cobaran vedigirin. [7862 cihani_bilican] Hê xêlatan bêhna xwe venedane ko deste destedîwane û derwêş û begzade keşkûl û defik û neyîk û duhol û zurnayên xwe hildidin û ber bi zomeyên xêlat û koçeran rê dikevin û ji vê zomê bo zomeya han, ji vê êlê bo êla han digerin û dikevin rêza malan û para xwe dixwazin. [7863 cihani_bilican] Gava ko derwêş û dîwane digîjin biniya malan, telbik û defikên xwe didin ser destên xwe û ji komelê ra bi teqil li telbik û defikê didin. [7864 cihani_bilican] Pişka zore derwêş û dîwaneyan bi miqamê telbikê ra bi aheng beytan jî dixûnin. [7865 cihani_bilican] Beytên wekî; beyta Hespê reş, beyta Memo û Zînê, beyta Xecê û Siyamendî, beyta Ferx û Sitiyê, beyta Şêxê Senianî, beyta Dimdimî, beyta Zembîlfiroşî û bi dehan beytên dî. [7866 cihani_bilican] Hindek ji wan jî helbestên evîndariyê ji dîwanên Melayê Cizîrî, Eliyê Herîrî, Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanî û Axayokê Bêdarî û Siyapoşî bi ahenga difikê dixwînin. [7867 cihani_bilican] Li nav giştî helbestên ko ew dixwînin, helbesta; Dil ji min bir, dil ji min. [7868 cihani_bilican] ya Melayê Cizîrî ji hemûyê xweştir û bi nav û bangtir e. [7869 cihani_bilican] Bi bihîstina wê helbestê ra bi sedan genc û law û evîndar li dora dîwaneyên beytbêj berev dibin. [7870 cihani_bilican] Ca li dû xwendina beyt û helbestan ra dîwane dikevin rêza malan û keşkûla xwe berev dikirin. [7871 cihani_bilican] Hê derwêş û dîwaneyan zome û êl cî da nehêlayî, ko begzade destedeste, siwarê hêstir û guhdirêjan dikevin nav zomeyan. [7872 cihani_bilican] Begzade pêş da xwe didine biniya malan. [7873 cihani_bilican] Miqamekî şad lê didin. [7874 cihani_bilican] Qîz û xort, law û ciwan li dora wan berev dibin. [7875 cihani_bilican] Dilîzin û xwe heldavêjin. [7876 cihani_bilican] Li dû leystin û helperkê û dîlanê ra, begzade dikevin rêza malan û mal bi mal digerian. [7877 cihani_bilican] Her mal tiştekê didenê. [7878 cihani_bilican] Begzade li gelek malan da jî, li malên ko li ser gotina wan av jê germ bibe, rûdinên û ji şêniyên malê ra li neyîkê didin. [7879 cihani_bilican] Bi vî cureyî begzade û derwêş û dîwane zome bi zome digerin. [7880 cihani_bilican] Xelkê keyfxweş û demsaz dikin û bixwe jî berîk û berpişt û tûrik û kîsik û keşkûlên xwe dadigrin. [7881 cihani_bilican] Emer Axa û Neimetê Îsi hê li dîwanxanê da rûniştine û kûr li ser hevdu da diponijin. [7882 cihani_bilican] Dengê duhol û zurnaya Elo û Deloyê begzade jî nikarî ewan li nav deriyaya hizr û ponijîna kûr derîne. [7883 cihani_bilican] Eve demeke xurt e, ko ro dikin û dipîvin. [7884 cihani_bilican] Nexşe û pîlanan dikişînin û gîran dadirêjin û telbendan radiçinin. [7885 cihani_bilican] Teleyan vedihunin. [7886 cihani_bilican] Lê tişteke li ser tiştekê naxin. [7887 cihani_bilican] Dikin û nakin nikarin ji lawên Werdekê ra teleyekê venên. [7888 cihani_bilican] Her nexşeya ko dikêşin, li ser nagire. [7889 cihani_bilican] Hemû ponj û hizirînên wan pûç derdikeve. [7890 cihani_bilican] Di vê demê da Elo û Deloyê begzade bi def û duhol û zurna û neyîkên xwe va derê dîwanxanê li ser xal û xwarziyan da ve dikin û weha silavê li wan dikin: [directspeech cihani_bilican] Ji we ra wîşt! [7891 cihani_bilican] Neimet û Emer Axa weke çawa ji xeweke giran hilpekin, serê xwe rakirin. [7892 cihani_bilican] Emer Axa weha bersiva begzadan da: [directspeech cihani_bilican] Wîşta we li ser wîştê be! [7893 cihani_bilican] Day û babên we li bihîştê be! [7894 cihani_bilican] Emer Axa bi dîtina begzadan ra, ew jî begzadên weke Elo û Delo cîhanger ra xwe keyfxweş nîşan da û weke her car bi devken û yarî digel wan dest bi axiftinê kir: [directspeech cihani_bilican] Fermon! [7895 cihani_bilican] Fermon! [7896 cihani_bilican] Begên xoşewîst! [7897 cihani_bilican] A, werin li dera han rûnên! [7898 cihani_bilican] Hûn zor zor bi xêr û xweşî hatine. [7899 cihani_bilican] Lê her çend ko Emer Axa têkoşî ko nevehesiyana xwe veşêre, nikarî. [7900 cihani_bilican] Begzadên diniyadîtî û gerîde her li yekimîn avirê da zanîn ko bûyerek heye, lê nezanîn çî ye. [7901 cihani_bilican] Elo begzade, begzadeyekî bi zar û ziman, xeberxweş, zimanşirîn û mêrxapîn û pesinbêj û berîkvalaker bû. [7902 cihani_bilican] Biçûya dîwanxana kê, hind pesnê wî dikir ko ew bixwe jî li xwe gumandar dibû. [7903 cihani_bilican] Ca Elo begzade bi vê hunura xwe berîkên xan û axa û beg û mîr û mîrekan bi sanahî li ser xwe da vala dikir. [7904 cihani_bilican] Ew begzadeyekî cîhandîtî û gerîde û çavvekirî û bi dev û çene û neyjenekî hosta û dengbêjekî bi nav û deng bû. [7905 cihani_bilican] Li dîwana kê da rûnişta, dora axiftin û qisedanê nedida çi kesî. [7906 cihani_bilican] Ew seranserî Kurdistanê peyatî geriyabû. [7907 cihani_bilican] Ewî giştî serokhoz, axa, xan, beg, mîr, mîrek û serdarên Kurdistanê bi nav û nîşan di gel navên jin û kiç û kurên wan va dizanî. [7908 cihani_bilican] Li kîşk dîwanê da rûnişta, rêya qisedanê nedida çi kesî. [7909 cihani_bilican] Bi qewlik û çîrok û stiran û serhatiyan dîwanxane şên dikir. [7910 cihani_bilican] Gelek caran ewî wek pisporekî kirarî û rewannasekî lêzan wisan li reha mirina serokhoz û beg û mîran ra digirt ko ew bi tundî diketin jêr kartêkirina gotinên wî; xeberên wî bi tundî li wan kar dikir. [7911 cihani_bilican] Ewî wisan bi ser û ber û bi hostatî xeberên xwe lev dihanî, ko gotinên wî weke moriyekê dikete guçkên wan. [7912 cihani_bilican] Ewî gotinên xwe weke moriyan pê va dikir. [7913 cihani_bilican] Ewî zor caran bi hostatî li vê hunera xwe wêc verdigirt. [7914 cihani_bilican] Li kutaya gotinên xwe da gelek caran jî destê xwe dida peleguha xwe û stiranek yan li pesnê mazûvanê xwe da, yan jî li pesnê axayekî dî da digot. [7915 cihani_bilican] Gelek caran li stiranên xwe da dihavîte reşê neyar û dilnexwazên mazûvanê xwe. [7916 cihani_bilican] Pişka zore serokhoz û karbidestên gel tê dikoşîn ko bi dayîna xelatên zor giranbuha dilê Elo Begzade bikirin û ewî her dem li xwe razî ragirin. [7917 cihani_bilican] Elo û Delo begzade li ciyê ko Emer Axayî nîşanî wan dabû, rûniştin. [7918 cihani_bilican] Emer Axa bi lêvken berê xwe li ser Elo da kir û gotê: [7919 cihani_bilican] »Çi heye çi tuneye begzadê delal?« [7920 cihani_bilican] Elo begzade her bi pirsiyara Axayî ra dest bi pesn û pêhelagotina wî kir: »Axa yê me her dem serferaz û serbilind be! [7921 cihani_bilican] Begê me ji me û ji gelê me ra bijî! [7922 cihani_bilican] Bijî xanê xanan, axayê li ser axayan ra, bijî begê began! [7923 cihani_bilican] Bijî Emer Axa! [7924 cihani_bilican] Emer Axa em her bi nav û dengê te dijîn. [7925 cihani_bilican] Serê me her bi navê te bilind e. [7926 cihani_bilican] Em her li saya serê te da dijîn. [7927 cihani_bilican] Navê te ji me û ji gelê me ra hegera serbilindî û şanaziyê ye. [7928 cihani_bilican] Li seranserî Kurdistanê da li ser te ra mêr nehatin û ne jî tên. [7929 cihani_bilican] Dayîka felekê jî êdî neşê mêrekî wekî te bîne. [7930 cihani_bilican] Mêranî û mêratî û axatî bila her li te pîroz be. [7931 cihani_bilican] Navê te li seranserî Kurdistanê da belaw bûye. [7932 cihani_bilican] Nav û dengê te li çar nikarê Kurdistanê derbas bûye û belavî nav dinyayê bûye. [7933 cihani_bilican] Yek te, yek jî Mîrê Ereban, Mîr Elî Siwarani, we herduyan serê me li nava giştî gelên cîhanê da, li nava dost û dijminan da, li nava bîhanî û derekeyan da bilind kirine. [7934 cihani_bilican] Ca li we çêtir nebe, Mîr Elî Siwarani jî mêr li ser xwe ra nedîtiye. [7935 cihani_bilican] Mîrekî bi nav û deng e. [7936 cihani_bilican] Mîrekî ji xwe zêde ye. [7937 cihani_bilican] Hefthezar û heftsed malên kurd û ereb li jêr siya wî da dijîn. [7938 cihani_bilican] Lê mirov divê ko emekê şêran û mêran jî ji bîr neke. [7939 cihani_bilican] Rast e ko mîrê ereban nav li cîhanê da deranî ye û deng veda ye, lê giştî nav û deng û hêz û şiyana wî, berfirebûna kewşenê wî hemû li saya serê Hesê Dûdê û her heft kurên wî yên weke şêr û pilingên çeng bi xûn dabû. [7940 cihani_bilican] Hesê Dûdê mêrekî bilindî, çepildirêjî, navmilpanî, çûrî çavhêşîn bû. [7941 cihani_bilican] Ew pehlewanekî bi nav û deng bû. [7942 cihani_bilican] Ewî bi mêranî û mêrxasiya xwe, bi zora milê xwe, bi hêza şûr û nêza xwe, çendik û çend pehlewanên rom û ereb û eceman li ser çokan êxistiye. [7943 cihani_bilican] Li saya serê Hesê Dûdê û her heft kurên wî da bû ko çendîn êlê Ereban, çend gund û bajarên romiyan bac û xeraca salane didane Mîrê ereban. [7944 cihani_bilican] Lê piştî wê hindê ko raza kuştina zavayê Hesêyi derkete eşkeretiyê, Hesê Dûdêyî êl li ser Mîrî bir kir û ji xwe ra êl û zomeyeke dî serast kir. [7945 cihani_bilican] Lê mixabin salek li ser ra derbas nebû, ko Hesê çû heqiya xwe. [7946 cihani_bilican] Gelekan digotin Hesê bi pîlan ji holê rabû. [7947 cihani_bilican] Ya rastî Hesê êdî pîr bibû. [7948 cihani_bilican] Hesê berî mirina xwe, li rasipardeya seremergê da, sipartiye kurên xwe ko ne serî li ber Mîrê ereban danên û ne jî li dijî wî bilivin. [7949 cihani_bilican] Lê rasipardeya wî ya here giring ji kurên wî ra ew e bû ko li demên şeri da, gava ko bîhaniyekê hêrişî ser mala Mîrê ereban kir, şûrkêşiya Mîrê ereban bikin. [7950 cihani_bilican] Ca li ser rasipardeya Hesêyi ya seremergê, her gava ko talanekî mala Mîrî tê kişandinê, yan cerd davêje ser talanên wan, her heft kurên Hesê Dûdêyî xwe tev girê didin û li hawariya mala Mîrî da diçin. [7951 cihani_bilican] Talanan dizivirînin û dîsan dizivirin mala xwe. [7952 cihani_bilican] Ca axa yê min mala Mîrê Ereban bi nav tê gotinê. [7953 cihani_bilican] Maleke giran û pir zengîn e. [7954 cihani_bilican] Xûlên hêştirên wî, revoyên hespên wî, keriyên pezên wî, garanên dewarên wî der û deşt hilnade. [7955 cihani_bilican] Eger mirov zêr û zeyneta mala Mîrê Ereban bike çeman, çemên li ber bimirçiqin. [7956 cihani_bilican] Lê ev giştî mal û heyî û dar û nedarê Mîrê Ereban aliyekê ye, axa yê min, Bilîcan jî aliyekê ye. [7957 cihani_bilican] Mirov dibêje Xudê mirov qet ne bixwe û ne vexwe hema li Bilîcanê binêre. [7958 cihani_bilican] Emer Axayî xwe ranegirt û pirsî: [7959 cihani_bilican] Begê delal Bilîcan çî ye? [7960 cihani_bilican] Navê qîza wî ye? [directspeech cihani_bilican] Na, axa yê min! [7961 cihani_bilican] Te çawa navê Bilîcanê nebihîstiye!? [7962 cihani_bilican] Bilîcan mahîna Mîrî ya taybetî ye. [7963 cihani_bilican] Bilîcan mahîneke şînboz e. [7964 cihani_bilican] Xaleke sipî li ser gurçika wê ya rastêye. [7965 cihani_bilican] Mahîn bînanî qîzeke xame ye. [7966 cihani_bilican] Heft meyter li berin. [7967 cihani_bilican] Rojê sê caran Bilîcan tê tûmar kirinê. [7968 cihani_bilican] Bilîcan hind temîz e, kirasê wê difire nav çavên mirovî. [7969 cihani_bilican] Eger mirov parçeyekî çiftexas li ser leşê wê bigerîne, parçe leke nagre. [7970 cihani_bilican] Xarê Bilîcanê kakil û kuncî ye. [7971 cihani_bilican] Bilîcan tim û tim kiras kiriye. [7972 cihani_bilican] Kirasê wê çarbask kirî ye. [7973 cihani_bilican] Lingên wê qeyd kiriye. [7974 cihani_bilican] Qeyda wê kilîd kirî ye. [7975 cihani_bilican] Kilîda qeydê li ber pişta nebiya Mîrê ereban Kulîk xatûnê da ye. [7976 cihani_bilican] Tenê rojên eyniya ji bo ko mahîn xam nebe, ewê derdixin derva û digerînin. [7977 cihani_bilican] Rojê du caran Bilîcanê av didin. [7978 cihani_bilican] Ava wê bi hoqe û pêkêşkên taybetî didinê. [7979 cihani_bilican] Ev mahîna heft êlên Ereban li ber xeracên heft salan va dane Mîrê ereban. [7980 cihani_bilican] Bilîcan axa yê min yanê ji bilî can tu çi pê bidî tîne. [7981 cihani_bilican] Yanê ji bilî can hêjayî her tiştî ye. [7982 cihani_bilican] Lê ta roja îro gelekan canê xwe li ser Bilîcanê dane. [7983 cihani_bilican] Hatine Bilîcanê bidizin, lê bi destên kurên Hesê Dûdêyî canê xwe li ser Bilîcanê ji dest dane. [7984 cihani_bilican] Ta roja îro gelek çete û cerde û serekcerdeyan canê xwe ji bo Bilîcanê ji dest dane. [7985 cihani_bilican] Hatine Bilîcanê bibin, lê hawariya kurên Hesê Dûdêyî pê ra giheştiye û Bilîcan ji nav dest û lepên wan deraniye. [7986 cihani_bilican] Mêrikan hema rastî jî mêrxas in. [7987 cihani_bilican] Gurên dev bixûn in. [7988 cihani_bilican] Mêrvehêr in. [7989 cihani_bilican] Pehlewan în. [7990 cihani_bilican] Mêr li ser pozê xwe ra nedîtine û nabînin jî. [7991 cihani_bilican] A ,ji dilê min ra xwazî roja îro mahînek weke Bilîcana Mîrê Ereban li ber derê te ba, ca hînga çi kêmasiyên mala te tunebû. [7992 cihani_bilican] Mala te yê hînga li ser mala Mîrê Ereban ra ba. [7993 cihani_bilican] Emer Axayî jê pirsî : [7994 cihani_bilican] Herê te negot, kê zavayê Hesê Dûdêyî kuştibû? [7995 cihani_bilican] Axayê min çîroka wê dûr û dirêj e. [7996 cihani_bilican] Kurê Mîrê Ereban yê mezin Ehmed beg dil ketibû, Werdeka qîza Hesê Dûdêyî, lê şivanê wan li se mercê Werdekê bi Werdekê ra guleş kir û Werdek ji hemûyê istand. [7997 cihani_bilican] Ehmed Begî jî ji şivani ra tele danî û şivan kuşt û bixwe jî hate kuştinê. [7998 cihani_bilican] Emer Axa û Neimetê Îsi li nav çavên hevdu nihêrîn. [7999 cihani_bilican] Bi van gotinane ra Emer Axa kete ponijîna kûr û balinda hizrên dûr û dirêj ew ber bi êla Mîrê Ereban û Bilîcanê û lawên Hesê Dûdê û lawên Werdekê rakişand. [8000 cihani_bilican] Begzadan jî dest avîtin neyîka xwe û miqamekî bi şewat lêdan. [8001 cihani_bilican] Dengê pirsoje neyîkê têkelî nav û dengê Mîrê Ereban û navê Bilîcanê û lawên Hesê Dûdê û lawên Werdekê û têkeliya Kero û Perîşanê bûn û li nav serê Emer Axayî da deng vedan û serê wî gêj kirin. [8002 cihani_bilican] Serêşiyeke tund bi Emer Axayî girt. [8003 cihani_bilican] Eyşanê ko ta niha li pişt perdê guhdariy axiftinên Elo Begzade dikir, li pişt perdê derket û hate hundurê dîwanxanê û paşî serçavaniyê destê xwe bire ber pişta xwe û qotiyeke zîvê kildayî li ber pişta xwe deranî. [8004 cihani_bilican] Devê qotiyê vekir. [8005 cihani_bilican] Bo her begzadeyî zêrek deranî û gote wan zor sipas begzadên delal dema xewa Axayî ya paşnîvro ye, eger gotinên we kuta bûbin, Axa dixwaze hindekê vehese. [8006 cihani_bilican] Bi gotinên Eyşanê ra begzadan pese û pûsê xwe berev kirin û xatirê xwe xwastin û ji dîwanxanê derketin. [8007 cihani_bilican] Neimet û Eyşan jî xwe dane binmilê Emer Axayî û ew ber bi aliyê malê birin. [8008 cihani_bilican] Axa li ser hemdê xwe nibû. [8009 cihani_bilican] Eyşanê cî û nivînê wî bi keniz û kulfetan da rêkxistin û Axa danîne nav nivînan. [8010 cihani_bilican] Kenizan av û legenî anîn û Eyşanê lingên Axayî kire nav avê û bixwe jî destmalek ter kir û danî ser eniya Axayî. [8011 cihani_bilican] Paşî demekê Axayî çavên xwe vekirin û pirsî: [8012 cihani_bilican] Kanê begzade? [8013 cihani_bilican] Çûne nav êlê. [directspeech cihani_bilican] Nav êla ko Kero li ser min bir kiriye. [8014 cihani_bilican] Êla ko kurê Werdo li ser min bir kiriye. [8015 cihani_bilican] Ew êla ? [8016 cihani_bilican] Eyşanê destê Axayî kire nav destên xwe û li ber dilê wî va hat û ji bo wê hindê ko dilê Axayî veke, jê ra stiranek weha got: [8017 cihani_bilican] Axayo rabe ji xewê ye... [8018 cihani_bilican] Delalo rabe ji xewê ye... [8019 cihani_bilican] Derkeve ji nava nivînê ye... [8020 cihani_bilican] Vexo çayê û qawê ye... [8021 cihani_bilican] Apincî bavêje navmilê ye... [8022 cihani_bilican] Gîzma bikişîne binçokê ye... [8023 cihani_bilican] Milê xwe bide milê min zeriyê ye... [8024 cihani_bilican] Bike serwêriya vê êlê ye... [8025 cihani_bilican] Êlê bêxayî nehêle li erdê ye... [8026 cihani_bilican] Li ber çi negre karê kurên di Werdê ye... [8027 cihani_bilican] Delalo rabe ji xewê ye... [8028 cihani_bilican] Axayo rabe ji xewê ye... [8029 cihani_bilican] Êlê bêxayî nehêle hîviya di xelkê ye... [8030 cihani_bilican] Axa li nav nivînan hilqedimî. [8031 cihani_bilican] Bi destmalê kujê çavên xwe paqij kir. [8032 cihani_bilican] Pala xwe da palgî û li bersiva Eyşanê da weha got: [8033 cihani_bilican] Eyşanê dilê min birîn e... [8034 cihani_bilican] Delalê dilê min birîn e... [8035 cihani_bilican] Serê dilê min bi kul û nava dilê min bi xwîn e [8036 cihani_bilican] Tu rabe li derva konê kurên Werdê bi çav bibîn e... [8037 cihani_bilican] Tu dibêjî mija asîmanan li rû zemîn e... [8038 cihani_bilican] Bûye serdarê êlê, êlê li bindestê xwe digerîn e. [8039 cihani_bilican] Tirsa min ji wê tirsê ye ko axatiyê ji min bistîne... [8040 cihani_bilican] Êdî buhayê min li ser rûyê vê cîhanê qet namîne ... [8041 cihani_bilican] Delalê dilê min birîn e... [8042 cihani_bilican] Eyşanê dilê min birîn e... [8043 cihani_bilican] Serê dilê min bi kul e, nava dilê min bi xwîn e... [8044 cihani_bilican] Li dû stirana Axayî ra, vêca Eyşanê destê xwe da bin peleguha kever û ji dilê xwe ra weha qîr kirê: [8045 cihani_bilican] Axayo rabe ji xewê ye... [8046 cihani_bilican] Delalo rabe ji xewê ye... [8047 cihani_bilican] Vexwe çayê û di qawê ye... [8048 cihani_bilican] Bikişîne nexşe û pîlanê ye... [8049 cihani_bilican] Lêxe duhola hawarê ye... [8050 cihani_bilican] Sed û bêst û pênc pehlewanan bîne aliyê dîwanê ye... [8051 cihani_bilican] Fîncana feyfûrî danê li ser zerfê ye... [8052 cihani_bilican] Zerfê danê li ser telbê ye... Telbê danê li ser masê ye... Bêje her kê here beriya Şengarê ye... Ji min ra bîne Bilîcanê bi zora darê dar rimê ye... Ezê bidemê Perîşana qîza xwe bi helaliya Xudêye... Her dû kurên Werdê bixapîne, bînanî rûviyan têke di telê ye... Bi gef bişîne ser êla malxalê ye... Çûyîn li dest wan e, hatin di dest Xudê ye... Bila herin rêka hat, nehata vê qedê ye... Bila konê wan bimîne hîviya di xelkê ye... [8053 cihani_bilican] Vêca Eyşanê devkî weha ji Emer Axayî ra got: [directspeech cihani_bilican] Min giştî gotinên begzadeyan gudarî kir. [8054 cihani_bilican] Ezê teleyek wisan ji Ker û Kuliki ra venêm ko wisan herin, hindek bêjin hebûn û hindek bêjin qet tunebûn. [8055 cihani_bilican] Bila wisan tîl herin, qet kes çîroka wan jî venegêre. [8056 cihani_bilican] Neimetê Îsi guçkên xwe biliqand û berî Axayî pirsî: [directspeech cihani_bilican] Çawa xalojinê? [directspeech cihani_bilican] Hûn dizanin ko Ker bûye evîndarê Perîşanê. [8057 cihani_bilican] Ew li evîna Perîşanê da dişewite. [8058 cihani_bilican] Dibêjin hindî çûye, li qiracê hanê daniye, tebata wî bona Perîşanê tune ye. [8059 cihani_bilican] Êdî nêçîr û nêçîrgeh hemû ji bîr kiriye. [8060 cihani_bilican] Bînanî qîza kor ketiye bin çatorê xwe û şev û roj diponije. [8061 cihani_bilican] Roj bi roj zer û zerhimî dibe. [8062 cihani_bilican] Şev û roj xew li çavan nakeve. [8063 cihani_bilican] Ezê ji wî ra pîlaneke wisan bikişînim ko ew here û neyê. [8064 cihani_bilican] Kero li seb xatirê Perîşanê amade ye, serê birayê xwe jî bibire. [8065 cihani_bilican] Emê li duhola hawarê bidin. [8066 cihani_bilican] Bila tewawî giregire û serekhoz û bokeberan û mêrxas û pehlewanên heşt bavên Kurmancan li dîwanxanê da berev bibin. [8067 cihani_bilican] Emê qaweya mercan bidin kelandinê û bêjin her kesê ko vê qawê vexwe, yê here beriya Şengare Bilîcana Mîrê Ereban, bi şer û mêranî, bi zora darê dar riman bîne û emê qîza xwe Perîşanê bi helaliya xwedê bidinê. [8068 cihani_bilican] Ca hemîn çi kes li tirsa lawên Hesê Dûdêyî da newêrin. [8069 cihani_bilican] Kê dixwaze bi destên xwe, xwe bide kuştinê. [8070 cihani_bilican] Tenê Kerro ye ko evîndar e. [8071 cihani_bilican] Evîndar li merg û mirina xwe natirsin. [8072 cihani_bilican] Kerro yê were û fîncana qaweya mercan hilîne û yê here û neyê. [8073 cihani_bilican] Ca gava ko ew çûn û nehatin. [8074 cihani_bilican] Êla ko xwe dane ser wan jî yan yê bên û bigîjin me, yan jî dê jev bibijiqin. [8075 cihani_bilican] Ca hînga jî dilê me ji kê ra xwast, emê qîza xwe bidinê. [8076 cihani_bilican] Emer Axa li nav hişê xwe da çû. [8077 cihani_bilican] Kûr ponijî. [8078 cihani_bilican] Te digot qay ji xeweke giran radibe, li nav nivînan derket. [8079 cihani_bilican] Nîveka çavên Eyşanê ramûsî û gotê: Tele ji vê telê baştir nabin. [8080 cihani_bilican] Lê emê bêjin ko çunku Mîrê Ereban bi dexesî Silêmanê Silêv biraziyê Îsê mîrî kuştiye, em jî dixwazin ko lekeyekî lêdin û tola xwe ji wî vekin. [8081 cihani_bilican] Hînga gava ko navê bavê wan li ber guhê wan bikeve û bibihên ko xelk dixwazin herin li dewsa wan tola bavê wan vekin, lap yê bêne coşê û hişê di serê wan da nemîne û yê herin heyfa bavo û dadê jî danên ser. [8082 cihani_bilican] Lê tişteke giring heye. [8083 cihani_bilican] Debê ko em Werdekê ji wan biqetînin. [8084 cihani_bilican] Ta Werdek li bal wan be, ew naxapin. [8085 cihani_bilican] Rêka wê jî ez dizanim. [8086 cihani_bilican] Vêca berê xwe li ser Neimeti da kir û gotê: [8087 cihani_bilican] Neimet tu yê sibê herî mala meta xwe Rewşê. [8088 cihani_bilican] Ji rewşê ra bêje ko Mamê Îsi ez şandime. [8089 cihani_bilican] Gotiye bila çend rojan Werdekê gazî bike mêvandarî. [8090 cihani_bilican] Bêjê Îsê gotiye bila Werdekê serwext bike, ko nehêle kurên wê li ser şirîta dijmini bileyze. [8091 cihani_bilican] Em berê da xizmên hev in. [8092 cihani_bilican] Kurên Werdekê li xeberdaniya wê dernakevin. [8093 cihani_bilican] Eger Werdek dil bike, dikare wan bîne rê. [8094 cihani_bilican] Eger Werdek hez bike, Emer Axa dîsan jî dixwaze mala wan bîne û bigehîne xwe. [8095 cihani_bilican] Ya êlbirkirinê jî jê ra bêje! [8096 cihani_bilican] Ji bîra te neçe ha bêjê Îsê ez şandime. [8097 cihani_bilican] Sibê zû here li Caniya Xezalê siwar bibe û here. [8098 cihani_bilican] He ezê ewê caniyê bidim te. [8099 cihani_bilican] Ew caniya ji te ra. [8100 cihani_bilican] Hê steyr li esmanan hebû ko Neimetê Îsi li Caniya Xezalê siwar bû û berê caniyê da zozanên Sardewaran. [8101 cihani_bilican] Yekbîn dajot û dikudand. [8102 cihani_bilican] Caniya Xezalê li ser herd û berd û kor û kendalan ra banz dida. [8103 cihani_bilican] Dil hebû fir bida. [8104 cihani_bilican] Bînanî bayê bezê diçû. [8105 cihani_bilican] Toz û dûman li ser rê xistibû. [8106 cihani_bilican] Toza li ber piyên wê bînanî hêlekê li hewale, li ser sîngê asimanî ra dihate kişandinê. [8107 cihani_bilican] Caniya xezal caniya Emer Axayî ya taybetî bû. [8108 cihani_bilican] Emer Axa li şayî û bereviyên dîwanî da li wê siwar dibû. [8109 cihani_bilican] Wî Caniya Xezalê ji nefsa xwe ra dida xudan kirinê. [8110 cihani_bilican] Navê Emer Axayî li ser Caniya Xezalê bû. [8111 cihani_bilican] Sê çar meyter li ber Caniya Xezalê bûn. [8112 cihani_bilican] Ta roja îro ji bilî Emer Axayî çi kesî piyên xwe neavîtibû ser pişta wê. [8113 cihani_bilican] Lê îro waye, Neimetê Îs, kûsela pîs li Caniya Xezalê siwar bibû. [8114 cihani_bilican] Kûsela pîs zêdenavê Neimetê Îsi bû. [8115 cihani_bilican] Dema ko Neimet biçûk bû, heval û hevtemenên wî ev navnûçika lê kiribûn. [8116 cihani_bilican] Dema ko kûşkê li Neimeti biêşiyana, digotonê; Neimetê Îs, kûsela pîs. [8117 cihani_bilican] Vêca gava ko Neimeti ev navnûçikana dibihîst, xwe li erdê digevizand. [8118 cihani_bilican] Dil hebû zikê xwe bidiranda. [8119 cihani_bilican] Lê zaro yek û du nebûn, komek bûn. [8120 cihani_bilican] Îca li demên weha da zaro dibûne du desteyan deng didane hevdu. [8121 cihani_bilican] Desteyekê digotin; Neimetê Îs. [8122 cihani_bilican] Desta dî digotin; Kûsela pîs. [8123 cihani_bilican] Li ber koma zaroyan çi ji destê Neimeti nedihat. [8124 cihani_bilican] Tenê dikarî ji destên zaroyan xwe li erde vegevizîne. [8125 cihani_bilican] Lê dayîka wî, Xecîc Xatûn, xûşka Emer Axayî li zaroyan derdiket. [8126 cihani_bilican] Bi hatina Xecîc Xatûnê ra her zaroyek li aliyekî da direvîn û Neimet tenê dima. [8127 cihani_bilican] Lê êdî Neimet ne ew Neimeta ye. [8128 cihani_bilican] Bûye şêvirdarê taybete Emer Axayî. [8129 cihani_bilican] Girtin û berdana nîvê dîwanxanê li destê wî da ye. [8130 cihani_bilican] Erê îro yekimîn care ko Caniya Xezal, ji bilî Emer Axayî Siwarekî dî li ser pişta xwe dibîne. [8131 cihani_bilican] Caniyê pêşda dizgîn neda Neimeti. [8132 cihani_bilican] Lê Neimeti xwe îşkeîşk bi qaşa zînî va girt û ew du seriyan hevraz û berjêr bezand û daxiste terqa rê û da xaran, dakû berebere leşê caniyê germ bû û berê guhên wê xûyî dan û hêdî hêdî êm bû. [8133 cihani_bilican] Erê vaye Neimetê Îsi li Caniya Xezalê siwar bûye û ewê bi dilê xwe ra dibezîne. [8134 cihani_bilican] Dide xarana. [8135 cihani_bilican] Êdî Caniy Xezalê bûye caniya wî. [8136 cihani_bilican] Li dilê xwe da dibêje: [8137 cihani_bilican] He dem hatiye. [8138 cihani_bilican] He van rojana xalo çawa Caniy Xezalê daye min, yê wisan jî rojekê li kerba kurên Werdo da, bêje: Neimetê delal here min Perîşan jî da te. [8139 cihani_bilican] Bîr û hizr e. [8140 cihani_bilican] Bêdawa û xurayî ye. [8141 cihani_bilican] Ne kes bêşa bîr û hizran li mirovî dixwaze, ne jî kes dikare berayîka hizirîna mirovî bigire. [8142 cihani_bilican] Neimet jî waye ji xwe ra li cîhana bîr û hizran da, bêtune û bêdawa li Perîşanê dibe xudan. [8143 cihani_bilican] Li ber evîna yekaliya xwe û Perîşanê li cîhana bîr û hizran da, westan û mandîbûn nakeve bîra Neimeti. [8144 cihani_bilican] Dajo û dikudîne. [8145 cihani_bilican] Li nav serê xwe da nexşeyên cur be cur dikişîne. [8146 cihani_bilican] Ker û Kuliki dide kuştinê. [8147 cihani_bilican] Paşê li Perîşanê dibe xudan. [8148 cihani_bilican] Li dû ra dilê wî bi Werdekê jî dişewite. [8149 cihani_bilican] Jinmama xwe jî, ji bo wê hindê ko bêxayî û xudan nemîne hîviya xelkê va, li xwe mare dike. [8150 cihani_bilican] Çi bend û girê li serê rêka wî tune ye. [8151 cihani_bilican] Li dînê îslamê da, her mêrek dikare çar jinan mare bike. [8152 cihani_bilican] Di gavekî da bibe xudanê çar jinan. [8153 cihani_bilican] Neimet jî mêr e. [8154 cihani_bilican] Ma Neimet ji mêrên dî kurt û kêmbertir e. [8155 cihani_bilican] Ew jî dikare bibe mêrê çar jinan. [8156 cihani_bilican] A, bîr û hizir bê kewşen û bê sînor in. [8157 cihani_bilican] Hizir li ser her bend û her sînorî ra banz dide. [8158 cihani_bilican] Pirika hizirînê dikare li çavgirtinekê da giştî topa cîhanê lev bide, per lêde û seranserî cîhanê li jêr per û baskên xwe ra derbas bike. [8159 cihani_bilican] Li ser her sînorên dirikdar ra difire û diçe wî alî dirik û bor û bendan. [8160 cihani_bilican] Neimet pêş da Perîşan dixwast û paşê jî Werdek dihanî û didanî ber mala xwe. [8161 cihani_bilican] Ewî Perîşan bi heyt û hût, bi duhol û zurna li der mala xwe peya dikir. [8162 cihani_bilican] Perîşan li cil û bergên bûkiniyê da li pêşber xwe didît. [8163 cihani_bilican] Xwe û Perîşan tenê li pişt perda bûk û zavatiyê da dît. [8164 cihani_bilican] Vêca devê xwe dikire hinarkên rûyan. [8165 cihani_bilican] Neimet li nav van hizr û bîrana da, bînanî bayê bezê dajot û dikudand. [8166 cihani_bilican] Hê siya êvarê baş danegeriyabû, taze berodanên zomê digehîştin nav malan, ko Neimetê Îs Siwarê caniya Xezalê, xwe gîhande zozanên Sardewaran. [8167 cihani_bilican] Naweya nîveka zozanên Berdezêran, zozanên Emer Axayî ta zozanên Sardewaran, siwarî rêya roj û danekê bû. [8168 cihani_bilican] Lê Neimetê Îsi li evîna Perîşanê û xazîka siwariya caniya Xezalê da, per deranîbî. [8169 cihani_bilican] Bibû firinde û ew naweya li danekî rojê da pîvabû. [8170 cihani_bilican] Neimet hînga serê xwe li nav dêl û bijiyên caniya Xezalê da deranî, ko xwe li himber êleke reş û giran da dît, konên reşe erebî li pêsîra çiyayekî bilindî serkever da mil kutabûn hev. [8171 cihani_bilican] Te digot qay çiyayi kolozê kal û bavan daye serê xwe û koloz ta ser birû û bijangan daxistiye. [8172 cihani_bilican] Her alî xoşîna avên çem û kanî û cok û cobaran bûn. [8173 cihani_bilican] Xuşîna avê tevî dengê bilûrê bilûrvanan dibû û nalenale dikire dilê çiya û zang û zaxeyan. [8174 cihani_bilican] Çendîn zomeyan li nêzîkî hev danîbûn, konan deste deste li pêsîra çiyan da mil kutabûn hev. [8175 cihani_bilican] Hebin avîtibûn hebinan, kon zor û zewend, mişe û gelek bînanî stêrên asîmani û xîzên rûbaran xezelên xezelwerê bûn. [8176 cihani_bilican] Her alî zome bûn ko li rex hevdu hatibûn vegirtinê. [8177 cihani_bilican] Zome nedihatin hejmarê. [8178 cihani_bilican] Çavên mirovî li ber pirbûna konan reş û tarî dibû. [8179 cihani_bilican] Neimet nizanî yê here kîjan zomeyê. [8180 cihani_bilican] Eva cara yekê bû, ko ew dihate zozanên Sardewaran. [8181 cihani_bilican] Her tişt ji wî ra taze bû. [8182 cihani_bilican] Li biniye konan rastî peyayekî hat. [8183 cihani_bilican] Paşî silav û serçawaniyê jê pirsî: [8184 cihani_bilican] Erê bira pirsiyar bêxewş e, zoma mala Husên Paşa kîjane? [8185 cihani_bilican] Peya bi hejiyareya tipila xwe zoma here jorîn nîşanî wî da û gotê: [8186 cihani_bilican] A, ewa hane serper, ewa ko li ser kaniya Teyrokê daniye, ew zoma mala Husên Paşayi ye. [8187 cihani_bilican] Neimeti ber bi wê zomê hajot. [8188 cihani_bilican] Husên Paşa, mêrê meta wî, Rewşê xatûnê bû. [8189 cihani_bilican] Neimet ji zomeya yekê bihorî û gihîşte zoma dûyê. [8190 cihani_bilican] Caniya Xezalê li xûyê da sipî çîl dikir. [8191 cihani_bilican] Her çend ko ew cara yekê bû, Neimet dihate wê zomê, lê ewî rast hajote ber derê mala Husên Paşayî. [8192 cihani_bilican] Lew ra ko ewî dizanî, mala serekzomeyan tim li serê jorê didanên û konên wan jî ji giştî konên dî mezintir e. [8193 cihani_bilican] Li ber derê konekî reşî giran li caniya Xezalê peya bû. [8194 cihani_bilican] Meyteran serê hespa wî ra girtin û qasekê hespa wî li ber derê konî hevraz û berjêr gerandin. [8195 cihani_bilican] Jinek navsalî, lê bi gêre û vêre, bi xeml û xişl û rihel ji konî derket û ber bi mêvani hat. [8196 cihani_bilican] Gava ko jinikê nêzîkî bi wî kir, ew nasî û got: [8197 cihani_bilican] Ay! [8198 cihani_bilican] Eve Neimete! [8199 cihani_bilican] Îca bi gotina xwe ra hate bal Neimeti û destên xwe li uskura wî ra bir mirçemirç çû rûyê wî. [8200 cihani_bilican] Neimeti jî destê wê kire devê xwe û maç kir. [8201 cihani_bilican] Rewşê pêş Neimeti ket û ew bire xîveta xwe. [8202 cihani_bilican] Pirs û pirsiyaran dest pê kirin: [8203 cihani_bilican] Dey Neimet tu li ser serê meta xwe ra hatî. [8204 cihani_bilican] Zor sipas! [8205 cihani_bilican] Ez destên te radimûsim. [8206 cihani_bilican] Dayîka te û bavê te wan, êl û zome û xizm û kes û kar hemû başin? [8207 cihani_bilican] Erê sipas ji yezdani ra, hamû başin. [8208 cihani_bilican] Bavo û dadê jî hemûyê tu silav dikirin. [8209 cihani_bilican] Ser seran û ser çavan. [8210 cihani_bilican] Silav ji yên ko şandiye û ji yê ko înaye ra jî. [8211 cihani_bilican] Dey bêje Neimet, gurgên kîj çiyayî mirin ko te meta xwe kiriye bîra xwe û tu hatî sera me? [8212 cihani_bilican] Xo nihêranî çineye? [directspeech cihani_bilican] Na ciyê çi nihêraniyê çinîne. [8213 cihani_bilican] Hemû baş in. [8214 cihani_bilican] Lêre da Neimeti tûka xwe qurt va kir û serê xwe berda. [8215 cihani_bilican] Meta wî lê kete gumanan û pirsî: [8216 cihani_bilican] Ya rast bêje ha, ka çi neqewimiye? [8217 cihani_bilican] Na, çi neqewimiye, lê... [8218 cihani_bilican] Lê çi? [8219 cihani_bilican] Te ziravê min qetand. [8220 cihani_bilican] Bêje ka çi heye? [directspeech cihani_bilican] Xudê tişteke hind giring tune ye, lê eva demaneke ko herdu kurapên min, Ker û Kuliki alozî kirine nava êlê da ? [directspeech cihani_bilican] Aloziya çi? [directspeech cihani_bilican] Xudê herdu kurapên min, êl li ser xalo bir kirine. [8221 cihani_bilican] Niha nêzîkiya hezar malî li êla xalo cuda bûne û xwe dane ser Ker û Kuliki. [8222 cihani_bilican] Ker û Kuliki jî bi hewaya wan malan niha karê şerê mala xalo dikin. [8223 cihani_bilican] Kerrî gotiye, ezê axatiyê ji Emer Axayî bistînim. [8224 cihani_bilican] Axatî her berê da ber para mala me ketî ye. [8225 cihani_bilican] Ca niha hema herdu deste jî li ber hev teliyan e. [8226 cihani_bilican] Em jî mane li nîveka nal û bizmaran da. [8227 cihani_bilican] Hevraz mêze dikin simbêl e, berjêr mêze dikin rû ye. [8228 cihani_bilican] Li tayê Ker û Kuliki biaxivin, Emer Axa li me sil dibe. [8229 cihani_bilican] Li tayê Emer Axayî biaxivin, Ker û Kuliki dibêjin hûn pişta xizmê xwe digirin. [8230 cihani_bilican] Bavo ez şandim. [8231 cihani_bilican] Got meta xwe gelekî silav bike û bêjê, bila Werdekê gazî bike û li wê derê ew û Husên Paşa li ber Werdekê bixûnin û belkî Werdekê serwext dikin, da ko kurên Werdekê wan keviran li pêşa xwe davêjin. [8232 cihani_bilican] Bavo her çend kir û nekir kesî bi gotina wî nekir. [8233 cihani_bilican] Niha bavo li herdu layan jî sil bûye. [8234 cihani_bilican] Bavo digot li bextê we û Xudê dame, zû dest hilînin û nehêlin ev şerê hanê biqewime. [8235 cihani_bilican] Şerê xwe bi xwetiyê rîşa kotîbûnê ye. [8236 cihani_bilican] Bila Werdekê bibin û li wê derê ewê serwext bikin û avekî li ser vî agirî da bikin. [8237 cihani_bilican] Rastî jî eger şerek biqewime çemê xûnê yê bikişe. [8238 cihani_bilican] He rastî em jî her li hewale mane. [8239 cihani_bilican] Em nizanin ka emê çi bikin. [8240 cihani_bilican] Pişta Emer Axayî bigirin, xelkê keviran dane ser pêşa me. [8241 cihani_bilican] Pişta Ker û Kuliki bigirin, nabe. [8242 cihani_bilican] He rastî em ho dikin dê dimire, ha dikin bav dimire. [8243 cihani_bilican] Rewşê serê xwe bi wateyê derdedariyê hejand û got: [8244 cihani_bilican] »Lawo eger xudatî be, Ker û Kulik mafdar in. [8245 cihani_bilican] Çavên min ji Elî û Silêmanê bêmiraz ra birije! [8246 cihani_bilican] Ker û Kulik rast dibêjin. [8247 cihani_bilican] Axatî her berê da ya mala bavê min bû. [8248 cihani_bilican] Lawo tu gencî nayê bîra te. [8249 cihani_bilican] Kuştina Elî hema bînanî niha tê bîr min. [8250 cihani_bilican] Elî bi pîlan hate kuştinê.« [8251 cihani_bilican] Bi anîna navê Elî ra keserka kûr kişand û hêsireke zirav li çavên wê hat û li ser rûmetê wê da xingilî. [8252 cihani_bilican] Pê kujê xavika xwe çavê xwe paqij kir û gotinên xwe domand. [8253 cihani_bilican] »Lawo axatî berê di destê mala me da bû. [8254 cihani_bilican] Çîroka wê dirêje. [8255 cihani_bilican] Piştî mirina bavo û kuştina Elî, xalê te çû dîwana dewletê û axatî zivirande ser navê xwe. [8256 cihani_bilican] Lê êdî derbas bûye. [8257 cihani_bilican] Niha komek kulfetê me û Emer Axayî di nav hev da heye. [8258 cihani_bilican] Xûna me têkelî hev bûye. [8259 cihani_bilican] Xudê pakiya min ji çi kesî tune ye. [8260 cihani_bilican] Eger ev xizminatiya me neba, seb xatirê vê xizminatiyê neba, minê bixwe jî pişta lawên Silêmanî bigirta. [8261 cihani_bilican] Minê bigota bila Husên Paşa li dîwana dewletê da jî, li ser karê wan bixebitiya û qeyd û qoçanên wan deraniya. [8262 cihani_bilican] Lê ez çi bikim. [8263 cihani_bilican] Evê xizminatiyê destên min girêdaye. [8264 cihani_bilican] Per û baskên min jê kiriye. [8265 cihani_bilican] Nahêle ez bifirim. [8266 cihani_bilican] Neimet lawo! [8267 cihani_bilican] bila dilê te ji min nemîne. [8268 cihani_bilican] Xudê kem Ker û Kuliki çi bikin jî mafê wan heye. [8269 cihani_bilican] Lê ez qirika dêran nikarim li xeberdaniya Îsê jî derkevim. [8270 cihani_bilican] Bila be, lawo ezê êvarê bêjim Husên Paşa, bi-la çend siwaran bişîne û Werdekê bîne. [8271 cihani_bilican] Şerê xwe bi xwetiyê, mala me hemûyê kavil û wêran kiriye. [8272 cihani_bilican] Gereke em hemû li hindav xwe da bi her cureyî ko ji destê me tê pêşayîka şerê xwe bi xwetiyê, vê rîşala kotîbûnê bigirin. [8273 cihani_bilican] Debê em hemû sererayî giştî kar û destvehatên cîhanê, rîşala şerê xwe bi xwetiyê ji binî va hilqetînin...« [8274 cihani_bilican] Li vê naveyê da kiçikek siniyeke qawê li ser destan hate hundur. [8275 cihani_bilican] Hulmek germ û sivik ji qawê quloz dibû. [8276 cihani_bilican] Kiçkê pêş da sinî li ber Rewşê û li dû ra jî li ber Neimeti girt. [8277 cihani_bilican] Neimet û Rewşê qaweya xwe li bêdengiyê da vexwarin. [8278 cihani_bilican] Li dû ra Rewşê rabû û gote Neimeti: [8279 cihani_bilican] »Tu rabe here dîwanê! [8280 cihani_bilican] Ezê her tiştî cî bi cî bikim. [8281 cihani_bilican] Hindî ji destên min bê ez nahêlim şerê xwe bi xwetiyê bikeve nava me Kurdan da.« [8282 cihani_bilican] Pîlana Emer Axa û Eyşê û Neimeti jê girt. [8283 cihani_bilican] Ewan Werdek ji lawên Silêmanî qetandin. [8284 cihani_bilican] Werdek li serê rêya wan da bendeke giran û kevirekî mezin bû. [8285 cihani_bilican] Niha ew kevirê giran û ew benda bitew li serê rêya wan hatibû rakirinê. [8286 cihani_bilican] Vêca ewan dikarîn bi sanahî nexşeyên xwe bi kar bînin. [8287 cihani_bilican] Bi nexşe û pîlanan Ker û Kuliki li serê rêya xwe rakin. [8288 cihani_bilican] Ewanê ko êl li ser wan bir kiribûn, wanên ko destdirêjiyî namûsa wan kiribûn û li hemûyê giringtir wanên ko dawa axatiyê kiribûn, gereke ji holê bihatana rakirinê. [8289 cihani_bilican] Gereke li ser topa vê cîhana xapxapok rabana. [8290 cihani_bilican] Li ber çavên Emer Axayî wenda bibana. [8291 cihani_bilican] Vaye Emer Axa û Eyşê û Neimet tenê li xîveta taybetî da şêvir danîne. [8292 cihani_bilican] Şêvir giran kirine. [8293 cihani_bilican] Ro dikin û dipîvin. [8294 cihani_bilican] Giştî rêkên ji holê rakirina wan vediçirin. [8295 cihani_bilican] Piştî got û bêjeke dûr û dirêj Emer Axayî serê xwe bilind kir û bi du dengan gazî kir: [8296 cihani_bilican] »Kuro Hevrê!« [8297 cihani_bilican] Bû repetepa lingên Hevrê û li ber derê xîvetê rawesta û got: [8298 cihani_bilican] »Ez benî fermo!« [directspeech cihani_bilican] Here gazî Mîrza Qadirî bike! [8299 cihani_bilican] Hevrê qawegerînê xîveta Emer Axayî ya taybetî bû. [8300 cihani_bilican] Her wisan ew peyayê hawarî û gaziyan bû. [8301 cihani_bilican] Li kî derê karekî bi lez heba, ew dişandinê. [8302 cihani_bilican] Ji Hevrê ra digotin peyayê sivik. [8303 cihani_bilican] Bi gotina Emer Axayî ra Hevrê li ber derê xîvetê ber bi mala Mîrza Qadirî helat. [8304 cihani_bilican] Li demeke kurt da, Hevrê û Mîrza Qadir tev giheştin xîveta taybetî. [8305 cihani_bilican] Mîrza Qadirî silav da rûniştiyên xîvetê û bi hejiyareya Emer Axayî ra li pêşberî wan rûnişt. [8306 cihani_bilican] Piştî silav û serçavaniyê, Emer Axayî got: [8307 cihani_bilican] »Mîrza Qadir nameyekê ji tewawî giregire û mêrxas û pehlewan û xoşmêr û bokeberanên her heşt hozên; Kîkan, Mîlan, Zîlan, Sîpikan, Mirdêsiyan, Şadikan, Reşkotan û Silîvan ra binivîse. [8308 cihani_bilican] Bila hemû roja çarê mehê li dîwanxanê da top bibin. [8309 cihani_bilican] Binivîse berevî bereviyeke zor giring û dîwaniye.« [8310 cihani_bilican] Li dû gotinên Emer Axayî ra Mîrza Qadirî qumqumkê cohera xwe danî ber xwe. [8311 cihani_bilican] Qelem û kaxetên xwe deranî û devê qumqumkî vekir û bû çîreçîra qelema wî li ser kaxetan geriya. [8312 cihani_bilican] Eva çar şev û çar roj in, ko Mîrza Qadir li ser çokan rûniştiye û nameyan dinivîse. [8313 cihani_bilican] Ew her nama ko dinivîse, carekê dixûne. [8314 cihani_bilican] Li dû ra mohra Emer Axayî li binê namê dide. [8315 cihani_bilican] Nameyan weke niviştan li ser hev da sêniçik qet dike û dide destê Emer Axayî. [8316 cihani_bilican] Evan ji mêrxasên êla Zîlan ra hatine nivîsînê. [8317 cihani_bilican] Evan jî bo pehlewanên êla Şadikan e. [8318 cihani_bilican] Evan jî yên bokeberanên êla Sîpikan e... [8319 cihani_bilican] Peyak û teterên sivik li ber derê dîwanxanê rawestan e. [8320 cihani_bilican] Emer Axa bi xwe nameyan yek bi yek dide destên wan û wana ber bi êl û hozên ko Mîrza Qadirî name bo wan nivîsiye, dişîne. [8321 cihani_bilican] Peyak û teter nameyên niviştkî li ber qetê kum û koloz û şeir û rişiyan da dadînin û her yek dikevin rêyekê û her yek li aliyekî da diçin. [8322 cihani_bilican] Her yek berê xwe didin êl û zome û hoz û tîre û malbat û bavikekê. [8323 cihani_bilican] Li kê derê mêrxasek heye, kubkubeyek heye, bokeberanek heye, pehlewanek heye, Emer Axa ji wan ra nameyan dişîne. [8324 cihani_bilican] Di gel namenivîsîna Mîrza Qadirî ra, Emer Axa gazî Êxoyê file kir û gotê: [8325 cihani_bilican] »Êxo were vira!« [directspeech cihani_bilican] Belê ezbenî! [8326 cihani_bilican] Êxo li binêşe û bereya xwe da Ermenî bû. [8327 cihani_bilican] Ew her li zarotiya xwe da, li nav mala Emer Axayî da mezin bibû. [8328 cihani_bilican] Êxo hem dengbêjê dîwanxana Emer Axayî bû, hem jî hosta û bînekêşê êlê bû. [8329 cihani_bilican] Êxo çek û rext , tîr û kewan, nêze û sûngî, şûr û xencerê êlê çê dikir. [8330 cihani_bilican] Vêca her kê bixwasta, Êxo navê wan jî li ser tetika çeka wan dinitiland. [8331 cihani_bilican] Yan jî eger bixwastana, Êxo biyên wan, yan jî bîneyên hezkirî û dilberên wan li ser tetika şûr, xencer yan jî nêza wan dinitiland. [8332 cihani_bilican] Êxo bînekêşekî kirarî û hostayekî bêhevta bû. [8333 cihani_bilican] Gava ko dilê wî bixwasta, bîneya mirovî wisan dikişand, ko li gel mirovî mû lê nedida. [8334 cihani_bilican] Lê wakî dilê wî ji yekî ra nexwasta, devê bîneyê xwar dikişand. [8335 cihani_bilican] Yan jî çavekî bîneyê şaş dikir. [8336 cihani_bilican] Emer Axayî fîncaneke feyfûrî, di gel telbeyeke zêr da destê Êxoyi û gotê: [8337 cihani_bilican] »Bîneya Perîşanê li ser herduyan baş bikişîne!« [8338 cihani_bilican] Êxo fîncan û telbe ji destê Emer Axayî vergirt û kelmelên xwe yên [8339 cihani_bilican] bînekêşanê helgirt û çû li ser kaniya biniya malan li ber tavê rûnişt. [8340 cihani_bilican] Pêş da pê qelema xwe ya pola bîneya Perîşanê li ser telbeya zêrî nitiland. [8341 cihani_bilican] Li dû ra torbe û tûrik û debikên rengan di gel pirçeyên cur be cur li ber xwe rêz kir û bîneya Perîşanê li ser herdu aliyên fînacanê da kişand. [8342 cihani_bilican] Êxo wisan bîne ciwan kişandibû, kê dîna xwe didayê, devê wan vekirî dima. [8343 cihani_bilican] Te digot qay hema Perîşan bixwe ye, ko li ser dîwarê fîncana feyfûrî destê xwe daye newqa xwe û xwe ra qudequde li wê derê rûniştiye. [8344 cihani_bilican] Vêca bi fermana Emer Axayî fîncan danîn ser payê, paye danîn ser telbê, telbe danîn ser masê û mase danine nîveka dîwanxanê. [8345 cihani_bilican] Mirovî ko weha li fîncanê mêze dikir, mirov hizir dikir ko Perîşan bixwe ye, waye li nîveka dîwanxanê da li ser masê rûniştiye. [8346 cihani_bilican] Roja çarê mehê hê taze tav tijî cîhanê dibû, ko Emer Axayî gazî Ûso û Edoyê begzade kir û gote wan: [8347 cihani_bilican] »Begzadên delal xwe bidin girê pêş malan û li duhola hawarê bidin!« [8348 cihani_bilican] Bi gotina Emer Axayî ra her du begzadên dîwanê xwe dane girê pêşberî malan û bi miqamê hawarê ringandin duhol û zirçandin zurnayê. [8349 cihani_bilican] Bi dengê duhol û zurnaya hawarê ra li her alî mirovan siwar û peya, berên xwe dane dîwanxana Emer Axayî. [8350 cihani_bilican] Hawarî bû. [8351 cihani_bilican] Gazî bû. [8352 cihani_bilican] Hengame û oxilme bû. [8353 cihani_bilican] Te xwalî bavîta, li ber mirovan nedikete erdê. [8354 cihani_bilican] Her kes têdikoşî berî yên dî xwe bi derê dîwanxaneyê ra bigihîne û li ber çavên Emer Axayî xwe şirîn bike. [8355 cihani_bilican] Komel bi tevayî li ber derê mala Emer Axayî kom bûn. [8356 cihani_bilican] Li dû komelê ra bû şingîna siwaran. [8357 cihani_bilican] Pehlewan û bokeberanên heşt hozên giran yek li dû yê dî ra li dîwanxana Emer Axayî da berevî ser hev bûn. [8358 cihani_bilican] Berebere dîwanxane li egîd û pehlewan û xoşmêr û kubkube û serokhoz û bokeberanan pingirî. [8359 cihani_bilican] Dîwanxane wisan tijî bû, ko derzî li ber mêvanan nedikete erdê. [8360 cihani_bilican] Emer Axa weke caran li serê jorê li ser doşeka xwe ya taybetî, bi palgî û berpal rûniştiye. [8361 cihani_bilican] Gava ko dîna xwe dayê vaye êdî li dîwanxanê da ciyê rûniştinê nemaye, ciyê xwe guhest. [8362 cihani_bilican] Du sê caran kuxiya. [8363 cihani_bilican] Dengê xwe xoş û sîngê xwe paqij kir û berê xwe li ser koma pehlewan û xoşmêran da kir û got: [8364 cihani_bilican] »Gelî komela hêja, gelî pehlewan û egîd û xoşmêrên xoşewîst! [8365 cihani_bilican] Gelo hûn dizanin ko min çima ev mêvandariya giran daniye? [8366 cihani_bilican] Ev duhola hawarê ya çî ye?« [8367 cihani_bilican] Deng ji çi kesî derneket. [8368 cihani_bilican] Emer Axayî dû gotinên xwe ra girt û got: [8369 cihani_bilican] »Bêy gotin niha we hemûyê jî navê Eliyê Siwarani bihîstiye.« [8370 cihani_bilican] Gimegim kete nav dîwanê. [8371 cihani_bilican] Dengedeng û gotegot tevî hev bûn. [8372 cihani_bilican] Deng li hevdu siwar bûn û wateya erêniyê ji giştî dengan dihat. [8373 cihani_bilican] Emer Axayî dengê xwe bilind kir û got: [8374 cihani_bilican] »Gelo hûn hemû dizanin ko eva demanê çend salan e, Eliyê siwarani pismamê me Silêmanê Silîv Begî ko ji mamê Îsi xeyîdîbû û çûbû gihîştibû wî, bi dexesî daye kuştinê û li ser da jî çend gund û navçên ko berê li jêr destê me da bû, zorpes kiriye. [8375 cihani_bilican] Min jê ra peyama aşitiyê rê kiribû. [8376 cihani_bilican] Lê li bersiva peyama min da gotiye, her çî ji destên wî tê bila xwe jê nehêvişîne. [8377 cihani_bilican] Eva bersiva Eliyê Siwarani li himber peyama min ya aşitiyê daye. [8378 cihani_bilican] Ew roja îro bi her heft kurên Hesê Dûdêyî difire...« [8379 cihani_bilican] Gava ko navê her heft kurên Hesê Dûdêyî hat, dîsan komela di hundurê dîwanxanê da weke deriyayekê hurmicî. [8380 cihani_bilican] Kêye ko navê lawên Hesê Dûdêyî nebihîstibe!? [8381 cihani_bilican] Emer Axayî kûşkê teqla dengê xwe bilind kir. [8382 cihani_bilican] Li dengê wî da rehên tûretiyê bi eşkeretî diyar bûn: [8383 cihani_bilican] »Ez ewê yekê ji wî ra nahêlim. [8384 cihani_bilican] Ez roja îro divê ko li ciyê wê bersiva wî da lekeyekê li wî bidim. [8385 cihani_bilican] Divê ez kepê wî bidim mizdanê. [8386 cihani_bilican] Bila êdî vir û şûn da hizrên wisan nekeve serê kesekî dî û çi kes pê li guçkên xwe neke.« [8387 cihani_bilican] Li dû ra kûşkê teqla dengê Emer Axayî nizim bû. [8388 cihani_bilican] Bînanî tiştê ko şermê lê dest dabe, rengê wî soromoro bû û destê xwe li ser wê maseya ko fîncana feyfûrî li ser bû, dirêj kir û got: [8389 cihani_bilican] »Hûn hemû dizanin qîzeke min heye, navê wê Perîşane.« [8390 cihani_bilican] Gava ko navê Perîşanê hat, bokeberan û mêrxasan xwe gij kirin. [8391 cihani_bilican] Ciyên xwe guhestin. [8392 cihani_bilican] Kolozên xwe li serê xwe da edilandin. [8393 cihani_bilican] Rişiyên şeirên xwe badan û li ser kostekên demhejmêran da berdan. [8394 cihani_bilican] Kumên xwe tele danîn. [8395 cihani_bilican] Simbêlên xwe badan. [8396 cihani_bilican] Xwe pir kirin. [8397 cihani_bilican] Xewxewkên xwe daxistin. [8398 cihani_bilican] Devên xwe beş kirin. [8399 cihani_bilican] Emer Axayî li nava birû û bijangan da avirek da komelê û dîsan gotinên xwe domand: [8400 cihani_bilican] »Belê hûn hemû wê fîncana feyfûrî ko bîneya Perîşanê li ser hatiye kişandinê dibînin. [8401 cihani_bilican] Ew fîncana ya qaweya mercê ye.« [8402 cihani_bilican] Hemûyan çavên xwe kutane fîncana feyfûrî. [8403 cihani_bilican] Lê hê kesî nizanî kanê Emer Axa yê çi bêje. [8404 cihani_bilican] Emer Axayî kûşkê dengê xwe bilindtir kir. [8405 cihani_bilican] Serî hemû li ser wî da zivirîn: [8406 cihani_bilican] »Hûn hemû dizanin, ko Eliyê Siwarani mîrekî pir dewlemend û zengîn [8407 cihani_bilican] e. [8408 cihani_bilican] Lê dibêjin mahîneke wî heye ko navê wê Bilîcan e. [8409 cihani_bilican] Giştî dar û nedarên wî aliyekê ye û ew mahîna wî jî aliyekê. [8410 cihani_bilican] Her kes ji we xoşmêran îro li vê dîwanê da, qaweya mercê li fîncana feyfûrî da vexwe, yê here li beriya Şengarê bi zora şûr û nêzeya xwe, bi şer û lêdan, ne ko bi reşedizî, Bilîcana Mîrê Ereban li nav çeng û lepên her heft kurên Hesê Dûdêyî da, ko mêrikan her rastî jî pehlewanên qerah û xûnxwarin, derîne û ji min ra bîne, ezê Perîşana Qîza xwe bi helaliya Xudê bidemê.« [8411 cihani_bilican] Emer Axayî gava ko navê kurên Hesê Dûdêyî îna, qestîka pesnê wan kir û xwest, ewanên ko navê Perîşanê hişê wan revandiye, bila bizanin kanê yê ji bo anîna Bilîcanê di gel kê rûberû bibin û şerê kê bikin. [8412 cihani_bilican] Gava ko navê lawên Hesê Dûdêyî hat, pûrta serê pehlewan û xoşmêrên dîwanxana Emer Axayî bîzbîzî bû û li koloz û kumên wan ra avît. [8413 cihani_bilican] Gurzî li leşên wan ra çû. [8414 cihani_bilican] Dilê wan lerizî. [8415 cihani_bilican] Lawên Hesê Dûdêyî bi nav dihatin gotinê. [8416 cihani_bilican] Wan bi mêrxasî û pehlewanî û xûnxoriya xwe va li seranserî Kurdistanê da deng vedabûn. [8417 cihani_bilican] Ta wê rojê çi kesî navekî wisan dest nexistibû. [8418 cihani_bilican] Navê wan dilê her pehlewan û biwêrî dilerizand. [8419 cihani_bilican] Çi kesî li tirsa wan da nediwêrî, aviran bide ser beriya Şengarê. [8420 cihani_bilican] Emer Axayî li dû qisedana xwe ra bi çav û birûyan hejiyare da qawegerînan, ko qaweya mercan bigerînin. [8421 cihani_bilican] Qawegerînan fîncana feyfûrî tijî qaweya zengî kirin. [8422 cihani_bilican] Fîncan danîne ser payeya zîvîn, payeya zîvîn danîne ser telbeya zêrîn û li berekê da li serê dîwanê ta binê dîwanê qawe gerandin. [8423 cihani_bilican] Lê li tirsa lawên Hesê Dûdêyî da çi kesî avir jî neda fîncana feyfûrî û heylo newêrîn li bîneya Perîşanê jî binêrin. [8424 cihani_bilican] Bîneya Perîşanê li pêş çavên wan bibû ziyayekî û devê xwe jev vekiribû, dil hebû ewan daqurtanda. [8425 cihani_bilican] Ew heft şev û heft roj bû ko li ber derê dîwanxana Emer Axayî du destan duhol û zurna dikutan û lêdidan. [8426 cihani_bilican] Ew heft şev û heft roj bû ko aşpêjan rojê sî, çil beranxes û dirmaz li nav keriyan dihanîn û ji mêvanan ra ser jê dikirin. [8427 cihani_bilican] Ew heft şev û heft roj bû ko qawegerînan li dû hev ra qawa mercan li dîwanxanê da digerandin, lê çi kesî avir jî nedida fîncanê. [8428 cihani_bilican] Emer Axa li rûva pir nerehet û aloz bibû, lê li bin va, li binê dilê xwe da zor keyfxoş bû ko çi kesî fîncana qaweya mercan hilnedaye û fîncan hîviya xudanî va maye. [8429 cihani_bilican] Pîlana wî hêdî hêdî lê digirt. [8430 cihani_bilican] Gava ko qawegerînan qawe digerandin, giştî bokeberanan serê xwe dikirin ber xwe. [8431 cihani_bilican] Kolozên wan dikete nava birû û bijangan. [8432 cihani_bilican] Dest davîtinê xwe di qelûn û qederên xwe da dixapandin. [8433 cihani_bilican] Li ber şerman xûyî didan û li xûyê da reş dibûn. [8434 cihani_bilican] Hemûyê kep daxistibû ser simbêlan. [8435 cihani_bilican] Hundurê konî li ber dûkela qelûnan û hulma xûyê reş û tarî bibû. [8436 cihani_bilican] Hulmê û dûkelê bînanî boriyên sobeyan li qelş û qet û derê konî ra dikişiya hewa. [8437 cihani_bilican] Bokeberanan li ber nerehetiyê xwe vî alî wî alî difirikandin û xwe li ser konî da davîtin. [8438 cihani_bilican] Dibû çirteçirta hebinê konî û carê aliyekî hebinê konî diqetiya. [8439 cihani_bilican] Deh danzdeh kesan hema xwe dabûne ber konî û paşbend û pêşbendên konî dişidandin û hebinên qetiyayî girêdidan. [8440 cihani_bilican] Piştî heft şev û heft rojan qawegerînan mizgînî dane Perîşanê û gotinê: [8441 cihani_bilican] »Li tirsa lawên Hesê Dûdêyî da kes nawêre aviran jî bide fîncana feyfûrî. [8442 cihani_bilican] Bêje Eyşan xanimê bila bêje Emer Axayî bişînin peyê Kerrî. [8443 cihani_bilican] Ma ko Ker bê û fîncanê ji destê me vegire. [8444 cihani_bilican] Milên me qerimîn, hindî ko fîncan li ser destên me maye. [8445 cihani_bilican] Perîşanê got: [8446 cihani_bilican] »Eger Ker bê û fîncanê hilde jî, ez nahêlim ew here beriya Şengarê. [8447 cihani_bilican] Ev tele ye, ko ji wî ra danîne. [8448 cihani_bilican] Ev rêya hat û nehatê ye. [8449 cihani_bilican] He bila evanên ko li dîwanxanê da rûnişine, carekê na deh caran jî fîncana mercan ji destên we bistînin jî, ez dîsan jî evê mercê napejirînim. [8450 cihani_bilican] Ez ji Kerrî pêve çi kesî nastînim. [8451 cihani_bilican] Dilê min li ser Kerrî ra çi dilan nahebîne. [8452 cihani_bilican] Ez bimirim ez ya erdême, ez bimînim jî ez ya Kerrîm. [8453 cihani_bilican] Eyşanê guhdarî li dengê Perîşanê û qawegerînan dikir. [8454 cihani_bilican] Gava ko bihîst, kes nawêre qawa mercan vexwe, li dilê xwe da pir şa bû. [8455 cihani_bilican] Tilîlî hatinê. [8456 cihani_bilican] Lê li rû va xwe nerehet û aciz nîşan da. [8457 cihani_bilican] Meidekirî û pirçûkdayî xwe li ber derê dîwanxanê ra gîhand û serê xwe li derê dîwanxanê ra bire jor û got: [8458 cihani_bilican] »Emer Axa te kiça me çingand jî, kesekî ji pehlewanên te newêrî fîncana feyfûrî li ser telba zêrî hilîne. [8459 cihani_bilican] Evan çima pehlewan în. [8460 cihani_bilican] Navê lawên Hesê Dûdêyî tê, evan dest û piyên xwe wenda dikin. [8461 cihani_bilican] Vêca yê bi vê rewşê herin û ji te ra lekeyekê li dijminê te bidin û tola te ji dijmini bistînin û ji te ra Bilîcana Mîrê Ereban bînin. [8462 cihani_bilican] Te evana hemû gazî kiriye. [8463 cihani_bilican] Lê te pehlewanên rastîn ji bîr kiriye. [8464 cihani_bilican] Te çima neşandiye peyê lawên Werdekê. [8465 cihani_bilican] Du peyakan bişîne dû herdu pehlewanan bila ewan bên û qaweya mercan vexon û herin ji te ra Bilîcana Mîrê Ereban bînin.« [8466 cihani_bilican] Gava ko navê Ker û Kuliki hat, dîwaniyan hemûyan li nav çavên hev nihêrîn. [8467 cihani_bilican] Hemûyan nav û dengê wan bihîstibûn. [8468 cihani_bilican] Lê hemû jî pê hesiyabûn, ko Ker û Kuliki êl li ser Emer Axayî bir kirine. [8469 cihani_bilican] Çend ridênsipiyan jî gotinên Eyşanê rast derêxistin û gotin: [8470 cihani_bilican] Emer Axa, Eyşan xatûn rast dibêje. [8471 cihani_bilican] Bişîne peyê wan jî bila bên. [8472 cihani_bilican] Emer Axayî xwe nerehet kir û got: [8473 cihani_bilican] »Ew herdu arodeyana kî ne, ko ez bişînim peyê wan?! [8474 cihani_bilican] Ez qet rêya mala xwe jî nadim mirovên weke wana.« [8475 cihani_bilican] Ridênsipiyan dîsan lavayî ji Emer Axayî kirin. [8476 cihani_bilican] Emer Axayî ew yeka ji Xudê dixwast, lê li rû va xwe tûre kir û got: He ewan jî eger bên, yê çav li we bikin û li ser fîncana feyfûrî da neçin. [8477 cihani_bilican] Lê ridênsipiyan gotin: [8478 cihani_bilican] »Tu bişîne peyê wan, bila ew bên û em bizanin kanê ew mêrên çawanin.« [directspeech cihani_bilican] Êh Kero yê here ji min ra Bilîcanê bîne û tola bavê xwe veke. [8479 cihani_bilican] De hûn hinde dibêjin, du peyakan bişînin dû wan jî. [8480 cihani_bilican] Du peyakan nameyek hildan û li zoma Emer Axayî ber bi zoma Werdekê rê ketin. [8481 cihani_bilican] Gava ko gihîştin nava zomê, rast çûne ber derê mala Werdekê. [8482 cihani_bilican] Li ber derê xîvetê dîna xwe danê ko Ker raza ye û Kuliki jî xwe daye ber derê konî. [8483 cihani_bilican] Peyakan nama Emer Axayî dane destên Kuliki. [8484 cihani_bilican] Kuliki name xwend û gote peyakan: [8485 cihani_bilican] »Herin bêjin Emer Axa, ew çi zaro marûne li dîwanxana xwe da top kiriye. [8486 cihani_bilican] Wan navê mêran jî herimandin. [8487 cihani_bilican] Eva heft şev û heft roje ew qawê li ber wan digerînin, kes li ser qawê da naçe. [8488 cihani_bilican] Bêjê Kuliki gotiye, hemîn ewî qîza xwe avêtiye heracê û li heracê da jî kes li ser qîza wî da neçûye. [8489 cihani_bilican] Werdek li mal nîne. [8490 cihani_bilican] Kes li ber mala me tune ye. [8491 cihani_bilican] Bila Perîşanê bi bûkanî bixemilîne û ji birayê min ra bişîne, paşê emê bên û qawa wî vexon.« [8492 cihani_bilican] Peyak destevala li ser zoma Emer Axayî da zivirîn û xwe dane ber derê dîwanxanê û gotin: [directspeech cihani_bilican] Axayê me xweş be! [8493 cihani_bilican] Em çûn Ker li xewa engorî da bû. [8494 cihani_bilican] Kuliki jî got, bêje Emer Axayî bila Perîşanê bi bûkanî ji birayê min ra bixemilîne û bişîne, paşê emê bên. [8495 cihani_bilican] Emer Axayî got: [8496 cihani_bilican] Ne min baş dizanî, ko ew jî ne mêrên wê hindêne ko bên û qaweya mercan vexon. [8497 cihani_bilican] Ca li ber rûyê xwe berhanên zarokane digirin. [8498 cihani_bilican] Neimetê Îs ko li ber derê dîwanxanê li rex solikan rûniştibû, got: [8499 cihani_bilican] Kuro we çima name nedaye destên Kerrî, we name biriye daye destên Kuliki. [8500 cihani_bilican] Kulik li ber çi nîne. [8501 cihani_bilican] Namê biherin û bidin destê Kerrî. [8502 cihani_bilican] Tewawî dîwaniyan gotinên Neimetê Îsi rast deranîn û gotin: [8503 cihani_bilican] Namê biherin bidin destê Kerrî. [8504 cihani_bilican] Peyak li dîwanê derdiketin ko herin zoma Werdekê, Eyşanê gazî wan kir û çend zêr dane wan û gote wan: Evan zêrana hildin. [8505 cihani_bilican] Herin nav zoma wan. [8506 cihani_bilican] Dibêjin niha Zerdêya Şengo bûye berdestka Werdekê. [8507 cihani_bilican] Ew li nav mala wan da serbest e. [8508 cihani_bilican] Herin mala Zerdê û van zêran bidine Zerdê û bi-la ew arîkariya we bike û namê dizîv va bigehîne destê Kerrî. [8509 cihani_bilican] Gava çavên Kerrî bi namê bikeve û navê Perîşanê bibihis, li çi ciyan bend nabe û dê bê. [8510 cihani_bilican] Peyak rê ketin û li zoma Werdekê da xwe bi Zerdê ra gîhandin. [8511 cihani_bilican] Gava ko peyakan name û zêr nîşanî Zerdê dan. [8512 cihani_bilican] Zerdê gote wan: [8513 cihani_bilican] »Ya we lêhat ko Kulik îro çûye nêçîrê, zû bikin, hê ko ew ji nêçîrê neziviriye, em xwe bi Kerrî ra bigehînin.« [8514 cihani_bilican] Vêca Zerdê her di gavê da peyak dane dû xwe û xwe bi mala Werdekê ra gîhand û peyak derbasî hundurê çadira Kerrî kirin. [8515 cihani_bilican] Ker hê jî di xewa engorî da bû. [8516 cihani_bilican] Peyakan name danîne ber serê Kerrî . [8517 cihani_bilican] Dibêjin dê û bavên mirovî çawa bin, mirov dikişîne wan. [8518 cihani_bilican] Xûyekî mala Hesê Dûdêyî hebû. [8519 cihani_bilican] Gava ko bitingijiyana, diketin xewa engorî. [8520 cihani_bilican] Wate gava ko li himber dijwariyekê da gîr bikirana, yan bixwestana karekî pir giring û bovedar bikirana, yan li kesekî tûre bibana, berî êvarê, li engora êvarê da diketin xewê. [8521 cihani_bilican] Ca gava diketin wê xewa engorî, şeş şev û şeş rojan li nav nivînan dernediketin. [8522 cihani_bilican] Roja heftan ji xew radibûn. [8523 cihani_bilican] Serê xwe dişoştin. [8524 cihani_bilican] Xwe taze û amade dikirin û dadiketin meydanê û ew dijwariya li ser rêka xwe bi zora milan, yan jî bi hêza hizirînê ji holê radikirin. [8525 cihani_bilican] Gava ko dengê duhol û zurnaya hawarê li ser mala Emer Axayî ket, hawarî her di gavê da ji Ker û Kuliki ra hat, ko Emer Axayî qîza xwe avîtiye mazadê. [8526 cihani_bilican] Ker li ber kerban dil hebû biteqiya. [8527 cihani_bilican] Çawa Emer Axa dikare ji dilketiya wî ra, ji giraviya wî ra, ji berdilka dilê wî ra, wê sivikatiyê bike. [8528 cihani_bilican] Li Sosikê siwar bibû, berê xwe dabû zoma Emer Axayî. [8529 cihani_bilican] Lê Kuliki bi çend ridênsipiyên zoma Werdekê va xwe avîtibûn pêşiyê û li ber geriyabûn û gotibûnê hê raweste, kanê dûmaya karî tê ser çi? [8530 cihani_bilican] Ker bi neçarî zivirîbû mala xwe û li ber kerb û tûretiyê ketibû xewa engorî. [8531 cihani_bilican] Gava ko peyakan bi arîkariya Zerdê name danîn ber serê Kerrî, ew şeş roj û şeş şevên nivistina Kerrî kuta bibû û roj bibû roja heftan. [8532 cihani_bilican] Danê piştînîvro bû ko Kerrî bi vebûna devê xîvetê ra çavên xwe vekir û bawişk hatê. [8533 cihani_bilican] Teviziyê xwe rast kir. [8534 cihani_bilican] Li wê demê da çavên wî bi peyakan ket. [8535 cihani_bilican] Bi tûretî pirsî hûn kî ne? [8536 cihani_bilican] Peyakan nama Emer Axayî ko danîbûn ber serê wî, nîşanî wî dan. [8537 cihani_bilican] Kerrî name vekir û dest bi xwendinê kir. [8538 cihani_bilican] Hê Kerrî name kuta nekiribû ko Kulik li ber derê çadira Kerrî ji Nijdî peya bû. [8539 cihani_bilican] Kuliki derê xîvetê vekir û dîna xwe dayê ko herdu peyakên Emer Axayî waye li rex Kerrî rawestane û name dane destên Kerrî û ew waye namê dixûne. [8540 cihani_bilican] Kuliki çavên xwe li peyakan bada. [8541 cihani_bilican] Lê Kerrî got: [8542 cihani_bilican] Kulik te çi bi teteran neketibe. [8543 cihani_bilican] Vêca li teteran pirsî gereyan çî ye? [8544 cihani_bilican] Ca bi hûrgilî ji min ra şirove bikin, kanê çi heye û çi tune ye. [8545 cihani_bilican] Teterekê destê xwe da peleguha xwe û bi stiran weha bersiva Kerrî da: [8546 cihani_bilican] »Hey wî wî...hey wî wî hey wî wî... [8547 cihani_bilican] Dicivîne, dicivîne, Emer Axa dicivîne... [8548 cihani_bilican] Şêvreke giran li mala xwe da wê datîne... [8549 cihani_bilican] Li duhola hawarê dixîne... [8550 cihani_bilican] Giştî giregirên heşt hozan li mala xwe da dicivîne... [8551 cihani_bilican] Fîncana feyfûrî ew hiltîne... [8552 cihani_bilican] Bi sê dengan li Êxoyê file diheytîne... [8553 cihani_bilican] Êxo bîneya Perîşanê li ser fîncanê dikişîne [8554 cihani_bilican] Fîncana feyfûrî li ser telba zêrî datîne... [8555 cihani_bilican] Telba zêrî li ser masê diedilîne... [8556 cihani_bilican] Mîrza kaxetekê dinivîse li rex datîne... [8557 cihani_bilican] Qawegerîn fîncanê li nava dîwanê digerîne... [8558 cihani_bilican] Dibêje her kesê fîncana feyfûrî li ser telba zêrî hilîne... [8559 cihani_bilican] Yê here beriya Şengarê Qîracê Daran, Gola Eynolhayê, deşta berî û berîstanê li nava hefthezar û heftsed malên Eliyê Siwarani, bi zora darê dar rimê Bilîcanê ji min ra bîne... [8560 cihani_bilican] Bi helaliya Xudê Perîşanê ji xwe ra bistîne... [8561 cihani_bilican] Hey wî wî ...hey wî wî hey wî wî...« [8562 cihani_bilican] Peyaki bêhna xwe veda û difina xwe hilkişand û devê xwe mirçand û dîsan dest pê kir: [8563 cihani_bilican] Hey wî wî...hey wî wî hey wî wî.... [8564 cihani_bilican] Eva heft şev û heft roj in def û dohola dikutînin... [8565 cihani_bilican] Peyakan dişînin, li nava berangelan, rojê sî çil beranan dînin... [8566 cihani_bilican] Her sî çilan li rojê da ser jê dikin, li sîtil û mencelan da dikelînin... [8567 cihani_bilican] Li nîveka dîwanê li nava curnan da wê datînin... [8568 cihani_bilican] Birincê qereçamê û dûvê beranan li ser dihirşînin... [8569 cihani_bilican] Îsot û zehferanê lê direşînin... [8570 cihani_bilican] Pehlewan û xoşmêran lê dicivînin... [8571 cihani_bilican] Li dû ra şîrînî û şerbetan digerînin... [8572 cihani_bilican] Hey wî wî hey wî wî... [8573 cihani_bilican] Denge, heraye, hawariye, giştî bokeberanan li nava dîwanê da rûniştînin... [8574 cihani_bilican] Ev heft şev û heft roj in qawegerîn qaweya mercan li ber wan digerînin... [8575 cihani_bilican] Li tirsa lawên Hesê Dûdêyî da, bokeberan wê fîncanê nahilînin... [8576 cihani_bilican] Xoşmêr û pehlewanên heşt hozan li ber şerman serên xwe li ber xwe naderînin... [8577 cihani_bilican] Kep daxistin ser simbêlan, kûr diponijin, diporînin... [8578 cihani_bilican] Dest davêjin qeder û qelûnan dikişînin... [8579 cihani_bilican] Xwe li kêşana qeder û qelûnan da dixapînin... [8580 cihani_bilican] Li ber dûkelê li hundurê dîwanxanê da hevdu nabînin... [8581 cihani_bilican] Dema bîneya Perîşanê li ser fîncana feyfûrî ew dibînin... [8582 cihani_bilican] Kûr keseran dikişînin... [8583 cihani_bilican] Li xûya şermê da ew dimînin... [8584 cihani_bilican] Xûyê li ser tefeşên xwe vedimalînin... [8585 cihani_bilican] Xwe li ser kulavan da difirikînin... [8586 cihani_bilican] Li ser konî da xwe davêjin, hebinê konî li ser sûngan da dişiqitînin... [8587 cihani_bilican] Çarde peyak li ber konî sekinînin... [8588 cihani_bilican] Mêkut û sûng û hebin li destên wan da ye, pêşbend û paşbendên konî dişidînin... [8589 cihani_bilican] Hey wî wî hey wî.... [8590 cihani_bilican] Emer Axa em şandine dibêje Kero zû bike zû bilezîne... [8591 cihani_bilican] Xwe bi dîwana min ra bigehîne... [8592 cihani_bilican] Fîncana feyfûrî li ser telba zêrî hilîne... [8593 cihani_bilican] Nav û dengê xwe li cîhanê bixîne... [8594 cihani_bilican] Here beriya Şengarê Bilîcana Mîrê Ereban ji min ra bîne.. [8595 cihani_bilican] Na Xudê tola bavê xwe hilîne... [8596 cihani_bilican] Perîşana qîza min bi helaliya Xudê ji min bistîne... [8597 cihani_bilican] Hey wî wî heywî hey wî... [8598 cihani_bilican] Vêca Kerrî li bersiva peyakan da destê xwe da peleguha xwe û weha qîr kirê: [8599 cihani_bilican] Hey wî wî hey wî wî... [8600 cihani_bilican] Ez Kerrîm, Kerê Silêmîn im.. [8601 cihani_bilican] Lawê werdeka dîn im... [8602 cihani_bilican] Nebiyê Silîv beg û Hesê Dûdê şêrê pişthêşîn im... [8603 cihani_bilican] Axa û beg îm, ji çi began qet namînim... [8604 cihani_bilican] Ez hevalê pehlewanên wî yên tirsenok nîn im... [8605 cihani_bilican] Herin bêjinê bila Perîşanê bişîne ber mala min, paşê ezê bêm û fîncana qawê li ser masê wî hilînim... [8606 cihani_bilican] Li dû vê stiranê ra, Kerrî devkî gote peyakan: [8607 cihani_bilican] »Herin bêjin Emer Axayî, eva heft şev û heft roj in ko te giştî pehlewan û bokeberanên xwe yên navdar li dîwana xwe da top kiriye, dengê duhol û zurnaya we der û deşt hejand. [8608 cihani_bilican] Ew pehlewan nînin, birek golik in ewî top kiriye û mêvandariyê li ser wan datîne. [8609 cihani_bilican] Kesî newêrî fîncanê hilîne, lewra tu li me poşman bûyî û taze tu dişînî peyê me. [8610 cihani_bilican] Herin bêjinê ev heşt, neh roj in ko meta Rewşê, Werdek gazî kiriye. [8611 cihani_bilican] Mala me bê bermalî maye. [8612 cihani_bilican] Bila Perîşana qîza xwe bi bûkanî ji min ra bixemilîne û bişîne ber mala min, ezê paşê bême dîwanxana wî û qaweya wî vexom.« [8613 cihani_bilican] Ker li ber hêrsan sorpiliqî bibû. [8614 cihani_bilican] Ew şeş şev û heft roj bûn, ko ketibû xewa engorî. [8615 cihani_bilican] Çav li serî da perçivîbûn. [8616 cihani_bilican] Navê Perîşanê hiş û hedam û aqil û sewda ji serê wî deranîbû. [8617 cihani_bilican] Li nav nivînan derket û karê şoştin û veşoştina xwe kir. [8618 cihani_bilican] Peyakan jî patika xwe xurandin û ber bi zoma Emer Axayî zivirîn. [8619 cihani_bilican] Li dû çûyîna peyakan ra, Kuliki gote Kerrî: [8620 cihani_bilican] »Ker tu çi dihizirî. [8621 cihani_bilican] Ev telbend e Emer Axayî wê ji me ra daniye. [8622 cihani_bilican] He em neçin beriya Şengarê jî, ezê bi zora darê dar rimê, Perîşanê ji te ra ji Emer Axayî bistînim. [8623 cihani_bilican] Ew li destê me da bînanî fireka avê ye. [8624 cihani_bilican] Emê peyamê ji Perîşanê ra bişînin û bila ew bi berhaneya seyran û bindarûkê li mal derkeve û emê herin bigrin çingilê wê û ewê hildin û bînin. [8625 cihani_bilican] Piştî hînga ridênsipî û giregirên êlê dê bikevin nîveka me û me pêk bînin.« [directspeech cihani_bilican] Na Kulik, wisan nîne. [8626 cihani_bilican] Em sibê herin li bindarûkê da Perîşanê bînin, xelkê bêje Emer Axayî ew hemkûfî xwe nizanî û qîza xwe neda wan, lew ra ew çûn Perîşan revandin. [8627 cihani_bilican] Ez dixwazim bi mêranî, bi zora şûr û hêza nêza xwe Perîşanê ji Emer Axayî bistînim û nav û dengê xwe belayî cîhanê bikim. [8628 cihani_bilican] Ez serê xwe li ber Emer Axa û yên dî natewînim. [8629 cihani_bilican] Revandina qîzan û diziya kulînan wekî hev in. [8630 cihani_bilican] Ez ne diz im. [8631 cihani_bilican] Ez mêrxa sim û dixwazim bi mêrxasî Perîşanê ji xwe ra bixwazim. [8632 cihani_bilican] Ezê wisan bikim ko Emer Axa bixwe qîza xwe ji min ra siwar bike û bişîne ber derê mala min. [8633 cihani_bilican] Waye ev heftiyeke, mêvandarî daniye. [8634 cihani_bilican] Dengê duhol û zurnaya wî, dengê mêvandariya wî û fîncana wî ya feyfûrî balavî nav cîhanê bûye. [8635 cihani_bilican] Nîvê Kurdistanê bi wê zirhazirê hesiyan e. [8636 cihani_bilican] Hemû pê agadar bûne, ko Emer Axayî qîza xwe bona mahînekê avîtiye mazadê. [8637 cihani_bilican] Taze ketiye stuyê wî da. [8638 cihani_bilican] Kes jî newêre fîncanê hilîne. [8639 cihani_bilican] He li ber wê hindê neçar maye, lewra şandiye peyê me. [8640 cihani_bilican] Em jî naçin ta kû ew Perîşanê neşîne ber mala me. [8641 cihani_bilican] Eger îro ew mêvandariya wî hema wisan bê akam bimîne û pehlewanên wî bêy wê hindê ko jê ra karekî bikin, jev belaw bibe, êdî ew nikare serê xwe li nav dost û dijminan da derîne. [8642 cihani_bilican] Taze dijminê li hêza wî agadar bin û li patika wî siwar bin. [8643 cihani_bilican] Ew bimre jî naxwaze ew mêvandariya wî bêçine belaw bibe. [8644 cihani_bilican] Giştî dijminan guçkên xwe lê beliqandine. [8645 cihani_bilican] Eger em neçin, kiçik qet, yê bixwe jî şev da were xwe bavêje ser dest û piyên me.« [directspeech cihani_bilican] Kerê bira, mirov dibêje te, tu zîz dibî. [8646 cihani_bilican] Xoşevîstê min, ma xudanê Bilîcanê raza ye, tu herî hema wisan sanahî Bilîcanê hildî û bînî!? [8647 cihani_bilican] Emer Axayî gotiye, gereke Bilîcan bi şer û lêdan, ne bi dizî bête ber derê min. [8648 cihani_bilican] Ca ez dibêjim eva telike ewî ji me ra daniye.« [8649 cihani_bilican] Kerrî xwe li Kuliki tûre kir û gotê: [directspeech cihani_bilican] Te xê re? [8650 cihani_bilican] Tu li niha da her bieciyî!? [8651 cihani_bilican] Netirse eger tu nexwazî, ez te bi xwe ra nabim. [8652 cihani_bilican] Tu nayê neyê. [8653 cihani_bilican] Ezê her tenê herim beriya Şengarê. [8654 cihani_bilican] Hindî Kuliki kurt got, Kerrî dirêj kir. [8655 cihani_bilican] Ker bi tûretî ji cî rabû, û gazî meyteran kir û got: [8656 cihani_bilican] »Kuro hespan zîn bikin! [8657 cihani_bilican] He hindik maye ko Emer Axa bi xwe bê, yan jî Perîşanê bişîne.« [8658 cihani_bilican] Peyakên Emer Axayî stuxwar û destevala li ber derê dîwanxanê rawestabûn û rûyê wan nedigirt, herin hundur. [8659 cihani_bilican] Dengek ji hundurê dîwanxanê hat: [directspeech cihani_bilican] Kuro ka hûn hatin? [8660 cihani_bilican] Lê kanî Kerr û Kulik? [8661 cihani_bilican] Ne min zanî ko ew jî mêrên wê hindê nînin. [8662 cihani_bilican] Ca werin bêjin kanê çi ji xwe ra kirin berhane? [8663 cihani_bilican] Herdû peyak jî lalomalo bûn. [8664 cihani_bilican] Zimanên wan lev aliyan. [8665 cihani_bilican] Yekî ji wan bi zorê karî bêje: »Ezbenî Kerrî digot... digot, ta Emer Axa Perîşanê bi bûkînî nex [8666 cihani_bilican] emilîne, û neşîne ber mala min, ez nayême dîwana wî.« [8667 cihani_bilican] Peyakê dî jî zimanê wî vebû û got: [8668 cihani_bilican] »Ezbenî Kerrî dida xeberan û digot, ew çi golikmolikin ewî li dîwana xwe da berev kiriye? [8669 cihani_bilican] Îro roja mêraye, ne qorixa golikaye.« [8670 cihani_bilican] Emer Axa lê helat û gotê: [8671 cihani_bilican] »Bes e! [8672 cihani_bilican] Bes e! [8673 cihani_bilican] Seyê mirar!« [8674 cihani_bilican] Bi axiftina peyakan ra, giştî dîwaniyan serê xwe xistin ber xwe. [8675 cihani_bilican] Te digot qay xwelî li ser dîwanî û dîwanxanê da reşandine. [8676 cihani_bilican] Bû kuştekuşta qelûn û qederên wan û rûmetên xwe li nav dûkela qelûn û qederan da veşartin. [8677 cihani_bilican] Kesî serê xwe li ber xwe dernexist û li hevalê xwe mêze nekir. [8678 cihani_bilican] Nîveka dîwanxanê li ber dûkelê nedihate xûyanê. [8679 cihani_bilican] Çavên Emer Axayî reş û tarî bûn. [8680 cihani_bilican] Bi zorê karî li dîwanxanê derkeve derva û ber bi aliyê malê here. [8681 cihani_bilican] Gava ko Emer Axa li dîwanxanê derdiket, Eyşan bi koma keniz û kulfetan va hatin pêşiyê û ketin bin milên wî û ew birin xîveta taybetî. [8682 cihani_bilican] Emer Axa xwe li nîveka xîveta taybetî da avîte erdê û naliya û got: [8683 cihani_bilican] »Te dît heçê avirûya me jî mabû, ji dest me çû. [8684 cihani_bilican] Em pak bê avirû bûn. [8685 cihani_bilican] Lê emê niha çawa bikin. [8686 cihani_bilican] Kero gotiye, ta Perîşanê bi bûkanî nexemilîne û ji min ra neşîne ez nayêm dîwanxana wî... [directspeech cihani_bilican] Qet dilê xwe neke. [8687 cihani_bilican] Ezê wê rêkê jî li wî bibirim. [8688 cihani_bilican] Vaye nexşa me lê digire. [8689 cihani_bilican] Emê rabin Perîşanê bixemilînin û li ser kurên Werdekê da bişînin. [8690 cihani_bilican] Dema ko çavên wî li Perîşanê bikeve, hiş û hedamên wî yê li serî da nemînin. [8691 cihani_bilican] Yê bê dîwanxanê û qehweya mercan vexo û emê wî ya ber bi beriya Şengarê bişînin. [8692 cihani_bilican] Yê here û êdî neyê. [8693 cihani_bilican] Emê jî herin û destên kiça xwe ra bigirin û hildin û bînin. [8694 cihani_bilican] Tu rabe here bal mêvanan, ezê Perîşanê serwext bikim. [8695 cihani_bilican] Vêca bi gotina xwe ra li xîveta Emer Axayî derket û ber bi xîveta Perîşanê çû. [8696 cihani_bilican] Perîşan li xewa paşînîvro da bû. [8697 cihani_bilican] Lê xwe xew ra avîtibû. [8698 cihani_bilican] Ew demaneke dirêj bû ko xew li çavên wê neketibû. [8699 cihani_bilican] Reng li rûçikê wê da nemabû. [8700 cihani_bilican] Hindî ko destê zorê destê wê û Kerrî jev qetandibûn, erd û esmanan ew nediheband. [8701 cihani_bilican] Pêsîra çi evîndarî ra dernekeve. [8702 cihani_bilican] Agirê evînê dema ko gur bû, çi av neşê wî agirî bitemirîne. [8703 cihani_bilican] Agirê evînê ji agirê her arakê gurtire. [8704 cihani_bilican] Eve demaneke ko Perîşan li agirê dûriya Kerrî da dişewute û li ber evîna wî bûye bengîn û her xwe dide goşeyekî konî û li ber xwe da stiranekê dibêje û dilorîne. [8705 cihani_bilican] Pêş da şerm dikir, ewê stirana xwe bêje, lê berebere rûyê wê vebû, hema li bal her kesî destê xwe dida peleguha xwe û hêdî û hûrik qîr dikirê û digot: [8706 cihani_bilican] Hey wî wî, hey wî wî... [8707 cihani_bilican] Gelî gundîn û cînarno, ezê nifirekê bikim, hûnê bêjin amîne... [8708 cihani_bilican] Heçê kesê nîveka du dil û çar çavan lev dixîne... [8709 cihani_bilican] Bi destê zorê destên du dildar û evîndaran lev diqetîne... [8710 cihani_bilican] Bila xêrê bike, wayê qet nebîne... [8711 cihani_bilican] Bila ava reş bête çavan, tiliyênê felekê çavên wî derîne... [8712 cihani_bilican] Êşa zirav bigrê, sîh û mîlakên wî bihelîne... [8713 cihani_bilican] Bila penceşêra mirinê dil û hinavên wî biqetîne... [8714 cihani_bilican] Ava zer jê bizê, kotîbûn keran jê bixîne... [8715 cihani_bilican] Bila stûna mala wî bişkê, li bin ax û awerê da ew bimîne... [8716 cihani_bilican] Hey wî wî, hey wî wî... [8717 cihani_bilican] Gelî komelê ezê nifirekê bikim, hûnê bêjin amîne... [8718 cihani_bilican] Bila bavê minê xêrê bike wayê qet nebîne... [8719 cihani_bilican] Çawa destê min evdala Xudê ra negirt, wezê nedame Kerê dîn e... [8720 cihani_bilican] Îsal heft sal e dilê min tê da min dihbîne... [8721 cihani_bilican] Ez dibêjim ew dijmin e, qet bav nîne... [8722 cihani_bilican] Delalê dilkê min evdalê, li nav komê radiqetîne... [8723 cihani_bilican] Îro li ber kerb û kînan nexşe û pîlanan dijî lawkê min dikşîne... [8724 cihani_bilican] Giregira ji xwe ra li nava heşt hozên bavan da dicivîne... [8725 cihani_bilican] Min porkurê, min dêranê li nava hozên heşt bavan da diçingîne... [8726 cihani_bilican] Min porkurê li ber çavên delalê dilkê min dixîne... [8727 cihani_bilican] Hey wî wî, hey wî wî... [8728 cihani_bilican] Dayîka wê çû li ber serê wê rûnişt. [8729 cihani_bilican] Perîşan xurmaş bibû. [8730 cihani_bilican] Lêvên wê diliviyan. [8731 cihani_bilican] Te digot qay li ber bestan jî ewê stirana xwe dibêje. [8732 cihani_bilican] Eyşê xwe da ber serê wê. [8733 cihani_bilican] Destên wê kire nav destên xwe. [8734 cihani_bilican] Perîşanê çavên xwe vekirin. [8735 cihani_bilican] Eyşanê jê ra bendek weha li hev anî û bi dengekî zîz jê ra weha got: [8736 cihani_bilican] Herê lê lê Perîşanê... [8737 cihani_bilican] Bi navê bi nîşanê... [8738 cihani_bilican] Heyva di çardanê... [8739 cihani_bilican] Dayîka te qurbanê... [8740 cihani_bilican] Berdilka dilê me hemiyanê... [8741 cihani_bilican] Ca rabe ji xewê ye... [8742 cihani_bilican] Girê bide bejnê û balê ye... [8743 cihani_bilican] Vexo çayê û qawê ye... [8744 cihani_bilican] Xwe bixemilîne bi heft qelemê ye... [8745 cihani_bilican] seyrika sibê ra here mala kurên di Werdê ye... [8746 cihani_bilican] Emê herduyan bixapînin, têkin di telê ye... [8747 cihani_bilican] Bi gef bişînin ser êla di xalê ye... [8748 cihani_bilican] Şandin li dest meye, hatin li dest Xudê ye... [8749 cihani_bilican] Emê tola xwe lê vekin, li ser rûkê vê dinê ye... [8750 cihani_bilican] Bila konên wan mîrate bimînin hêviya di xelkê ye... [8751 cihani_bilican] Perîşanê li nav çavên dayîka xwe nihêrî. [8752 cihani_bilican] Serê xwe li ser palgî û serînan rakir. [8753 cihani_bilican] Bi gotinên dayîkê ra agir li serê wê ket. [8754 cihani_bilican] Agiro kê tu gur kirî. [8755 cihani_bilican] Êdî şermê dav û derling hildabûn. [8756 cihani_bilican] Ev dayîka wê bû ko ji evîndarê wê ra, ji berdilka dilê wê ra, ji kilê çavên wê ra, ji qudûmê çokên wê ra weha nexşên dexesiyê dikişîne û dil heye bi destê wê xoşdeviyê wê bişîne mala mirinê. [8757 cihani_bilican] Destê xwe da peleguha xwe û weha bersiva dayîka xwe da: [8758 cihani_bilican] Dayîkê dêranê ez ranabim ji xewê ye... [8759 cihani_bilican] Girê nadim bejnê û balê ye... [8760 cihani_bilican] Venaxom çayê û qawê ye... [8761 cihani_bilican] Xwe naxemilînim bi çi qelemê ye... [8762 cihani_bilican] seyrika sibê ra naçim mala kurên di Werdê ye... [8763 cihani_bilican] Naxwazim xwe bikim destiyê di kêrê ye... [8764 cihani_bilican] Naxwazim kêm be tûkek ji serê kurên di Werdê ye... [8765 cihani_bilican] Dayê dêranê Kero berdilka dilê vê keçkê ye... [8766 cihani_bilican] Ez Kerê delal ça car nadim bi bav û bi birê ye... [8767 cihani_bilican] Dayîka wê çavên wê ramûsî û li ber dilê wê ra çû. [8768 cihani_bilican] Li ber geriya û gotê: [8769 cihani_bilican] »Lawo rabe avirûya bavê te li gireva çûyîna te da ye. [8770 cihani_bilican] Tu neçî, êdî buhayê bavê te li nava komelê da ji pûşikek kaya rizî jî kêmtir dibe. [8771 cihani_bilican] Rabe bo xatirê nav û dengê bavê xwe, here zoma werdekê, belkî bavê te dikare li nav xelkê da serê xwe bilind bike û bêje mêrxasekî bînanî Kero li nav êla min da heye.« [8772 cihani_bilican] Perîşan jî li derdê dûriya Kerrî da şewitî ye. [8773 cihani_bilican] Dilê wê bona dîtina Ker bînanî cûncika li devê pişîkê da pirtepirta wê ye. [8774 cihani_bilican] Dilê wê dixwaze here û Kerrî bibîne. [8775 cihani_bilican] Li dilê xwe da got: Bilanê, ezê rabim û herim û evê pîlana bi dexesî ji wan ra eşkere bikim û nehêlim wan bên mala bavê min û ez jî êdî qet nazivirim vê çolbûyê. [8776 cihani_bilican] Li ber gotinên dayîka xwe serê xwe kire ber xwe û bêdeng ma. [8777 cihani_bilican] Dayîkê zanî ko dilê Perîşanê jî dixwaze here, Kerrî bibîne. [8778 cihani_bilican] Gazî keniz û kulfet û berdestk û xemlîneran kir û Perîşan da destê wan û got: [8779 cihani_bilican] »Hûnê îşev di êvar da li ber Perîşanê rûnên û jê ra bêjin û bikenin. [8780 cihani_bilican] Bila dema wê saz bibe. [8781 cihani_bilican] Hûnê ewê bi heft qeleman bineqişînin û bi heft rengan bixemilînin. [8782 cihani_bilican] Bila sibê dilê kurê Werdekê bilerizîne û ewî li ser dîwanxanê da bişîne.« [8783 cihani_bilican] Eyşanê ev got û li bal wan derket û çû xîveta xwe ya taybetî. [8784 cihani_bilican] Keniz û berdestik û xemlîneran ta nêzîkiya sibêdê ji Perîşanê ra gotin û keniyan û yarî û henek kirin; tev xwarin û vexwarin. [8785 cihani_bilican] Berî seûgura sibê ew bi heft qeleman neqişandin û bi heft rengan xemilandin. [8786 cihani_bilican] Hê berê sibêdê gewr nebibû ko Eyşan hate ber derê xîveta Perîşanê û ew bi komek qîz û bûk va, bi cêrî û kenizên wê va, rê kire ser konê kurê Werdê. [8787 cihani_bilican] A, ev mak e, ew sake. [8788 cihani_bilican] Mak dilreş e, sak dilpak e [8789 cihani_bilican] Makê sakê bixapîne li rê ke [8790 cihani_bilican] Yê xemla wê lê ke. [8791 cihani_bilican] Bejna wê çê ke. [8792 cihani_bilican] Wê li ser kurên Werdekê da bi kîn rê ke. [8793 cihani_bilican] Agiri li mala kurên di Werdekê ke. [8794 cihani_bilican] Her çend ko Perîşanê ji Xudê dixwast çavên wê dîsan li nav çavên Kerrî bikeve, lê dilê wê li wê çûyînê xweş nebû. [8795 cihani_bilican] Dil agah li her tiştî ye. [8796 cihani_bilican] Dilê wê dilerizî. [8797 cihani_bilican] Bi neçarî, bi dilê kul û çavên şil bera xwe da zoma Werdekê. [8798 cihani_bilican] Hê taze zeratiya sibêdê dabû serê çiyan ko Perîşanê xwe bi konê kurên Werdekê ra gîhand. [8799 cihani_bilican] Kerr hêşta li xewa sibêdê ranebûye. [8800 cihani_bilican] Lê Kulik waye li ser seyîsan ra rawesta ye, û hespan bi wan dide tûmar kirinê. [8801 cihani_bilican] Kuliki dîna xwe dayê Perîşan waye bi gulteyek qîz û bûk va li ber derê mala wan rawesta ye. [8802 cihani_bilican] Kuliki di dilê xwe da got: Xudê kem ewan waye Perîşan şandin, Werdek li mal nîne, ewan yê Kerrî bixapînin, û bişînin beriya Şengarê. [8803 cihani_bilican] Ez herim çend giliyan ji Perîşanê ra bêjim û ewê bizivirînim. [8804 cihani_bilican] Bila Ker qet pê nehese û ev aşîta bêy derdeser li der mala me rêç bibe. [8805 cihani_bilican] Ewî seyîs sergermî tîmara hespan kir û bixwe tenê hate pêşiya Perîşanê û bi stiran ji Perîşanê ra got: [8806 cihani_bilican] Hey wîwî, hey wî wî.... [8807 cihani_bilican] Perîşanê xayîngê dilê min kîne kîn e... [8808 cihani_bilican] Bide xatirê Xudê û peyxemberan û qurana mubîne... [8809 cihani_bilican] Minê îşev êvar da xewnên xerab dîne... [8810 cihani_bilican] Minê didît du didan li devê min firîne... [8811 cihani_bilican] Hatina te ya şerê ye, ya xêrê nîne... [8812 cihani_bilican] Tikaye, bizivire, here, Kero palda ye, Werdê li mal nîne... [8813 cihani_bilican] Here bila çi kes li te nehese te nebîne... [8814 cihani_bilican] Bide xatirê Xudê bila konê me mîrate bi hîviya xelkê va nemîne... [8815 cihani_bilican] Hey wî wî... [8816 cihani_bilican] Perîşanê serê xwe kire ber xwe û weha bersiva Kuliki da: [8817 cihani_bilican] Hey wîwî... [8818 cihani_bilican] Kuliko dîno deşta heranê darên bîne... [8819 cihani_bilican] Dilê min evdala Xudê kîne kîn e... [8820 cihani_bilican] Serê dilê min kul e, binê dilê min birîn e... [8821 cihani_bilican] Kezeba minê pirtî pirtî bûye, hinavê min peritîn e... [8822 cihani_bilican] Ev yeka bi destê min evdala Xudê nîne... [8823 cihani_bilican] Ev pîlanê bavê minê ji birayê te ra wê dikişîne... [8824 cihani_bilican] Na Xudê tele ye ji we ra wê datîne... [8825 cihani_bilican] Wisan dike hûnê herin bêne kuştin, konê we yê bêxwedî hîviya xelkê va bimîne... [8826 cihani_bilican] Birayo rastî çî ye, ji bo Xudê ew dimîne... [8827 cihani_bilican] Meriv zeriyan li der mala xwe kor û poşman desteval nazivirîne.. [8828 cihani_bilican] Ez hatime, du gotinên min heye, ezê ji Kerrî ra bêjim, bila dilê we ji min nemîne... [8829 cihani_bilican] Neçin venexon qawa mercan, bila ew li ser masê her bimîne... [8830 cihani_bilican] Kuluki dîna xwe dayê Perîşan waye hatiye Kerrî şîret bike û nehêle ew here beriya Şengarê. [8831 cihani_bilican] Li dilê xwe da got: de bila here belkû ewê Ker serwext kir. [8832 cihani_bilican] Eger ewê Ker serwext kir û nehîşt Ker here, her bila li mala me da bimîne û Emer Axa êdî nikare ewê ji nav lepên me derîne. [8833 cihani_bilican] Emê ridênsipî û giregiran bişînin mala wî û li kutayê da her pêkhatin û aşitiyê çê bibe. [8834 cihani_bilican] Bi van hizran Kuliki xîveta Kerrî nîşanî Perîşanê da û gotê: [8835 cihani_bilican] A, ewa hanê xîveta Kerrî ye. [8836 cihani_bilican] Here ji xew rake û li ber da bixûne, belkû te ew serwext kir. [8837 cihani_bilican] Perîşan bi koma qîz û bûkan va ber bi xîveta Kerrî çû û Kulik jî dîsa çû bal meyteran. [8838 cihani_bilican] Perîşanê devê çadirê vekir û bi gulta qîz û bûkan va dakete hundurê çadirê. [8839 cihani_bilican] Dîna xwe dayê ko Ker waye li xewa şirîn daye û mişîna xewa wî ye. [8840 cihani_bilican] Pêş da dil neda ewî ji xew rake. [8841 cihani_bilican] Lê paşê çû li ber serê wî rûnişt û destê wî kire nav destên xwe û hêdîka miz da. [8842 cihani_bilican] Seheke xweş û dilkêş giştî leşê wê ricifand. [8843 cihani_bilican] Germayê dilê wê kelijand. [8844 cihani_bilican] Keniz û kulfet û heval û hogirên wê jî hemû li ser serê wan ra rawestane û li wan dinihêrin. [8845 cihani_bilican] Ker li nava nivînan da qilqilî û kêleka xwe guhest. [8846 cihani_bilican] Hêdîka çavên wî ji hev vebûn. [8847 cihani_bilican] Pêş da we hizir kir ko xewnan dibîne. [8848 cihani_bilican] Lê paşê dengê Perîşanê ew li ser hemdê xwe da anî. [8849 cihani_bilican] Perîşanê hêdî û hûrik bi dengê xwe yî zîzî zelal weha ji Kerrî ra digot: [8850 cihani_bilican] Hey wî wî.... [8851 cihani_bilican] Kero rabe ji xewê ye... [8852 cihani_bilican] Delalo rabe ji xewê ye... [8853 cihani_bilican] Girê bide şeir û rîşî kolozê kal û di bavê ye... [8854 cihani_bilican] Pev xe şûr û nêze û xencerê ye... [8855 cihani_bilican] Agaha te hebe li karê vê dinê ye... [8856 cihani_bilican] Bavê min lêdaye defa hawarê ye... [8857 cihani_bilican] Sed û bîst û pênc bokeberan berev kiriye aliyê dîwanê ye... [8858 cihani_bilican] Fîncana feyfûrî daniye ser payê ye... [8859 cihani_bilican] Paye daniye ser telbêye, telbe daniye ser masê ye... [8860 cihani_bilican] Li ser fîncanê kişandiye bîneya min zeriyê ye... [8861 cihani_bilican] Kaxetek nivîsiye daniye rex fîncanê ye... [8862 cihani_bilican] Dibêje kê hilde fîncanê li ser masê ye... [8863 cihani_bilican] Ewê here bîne Bilîcana Mîrê Ereban bi zora darê dar rimê ye... [8864 cihani_bilican] Ezê bidemê da,Perîşana qîza xwe bi helaliya Xudê ye... [8865 cihani_bilican] Xudê kem ew te dixapîne te bi şer dişîne li ser êla di xalêye... [8866 cihani_bilican] Konê weyê mîrate bimîne hîviya di xelkê ye... [8867 cihani_bilican] Sibê min nekin destiyê di kêrê ye... [8868 cihani_bilican] Bi dengê Perîşanê ra, serê Kerrî gêj bû. [8869 cihani_bilican] Topa cîhanê li dora serê wî ra zivirî. [8870 cihani_bilican] Destê xwe li gerdena perîşanê ra bir û ramûsanek jê istand û weha bersiva wê da: [8871 cihani_bilican] Perîşanê dilê min kîne kîn e... [8872 cihani_bilican] Delalê dilê min kîne kîn e... [8873 cihani_bilican] Xoşewîstê dilê min kîne kîn e... [8874 cihani_bilican] Mêr ewe li ser gift û bextê xwe bimîne... [8875 cihani_bilican] Min du gotin ji bavê ta ra wê şandîne... [8876 cihani_bilican] Ew jî mêrmêrane gotinên min dipejirîne, te ji min ra wa dişîn e... [8877 cihani_bilican] Wekî ez neçim buhayê mêraniyê ji min ra nîn e... [8878 cihani_bilican] De tu bibe bermaliya mala giran, li ber malê wê bimîne... [8879 cihani_bilican] Ezê herim kanê çi heye û çi çunîne... [8880 cihani_bilican] Ker rabû kincên xwe yê pehlewaniyê li xwe kir. [8881 cihani_bilican] Şûr û xencer tev girêda. [8882 cihani_bilican] Nêza xwe da destê xwe. [8883 cihani_bilican] Zirêxê xwe avîte pêsîra xwe. [8884 cihani_bilican] Topizê xwe li bin kewşê xwe danî. [8885 cihani_bilican] Kulavqotê xwe da serê xwe. [8886 cihani_bilican] Mertalê xwe ra kir û gazî Kuliki kir: [8887 cihani_bilican] »Kulik ! [8888 cihani_bilican] bêje meyteran bila hespan amade bikin!« [8889 cihani_bilican] Kuliki destê xwe li çoka xwe xist û di dilê xwe da got: [8890 cihani_bilican] Xudê kiçkê eva xapand û ewê here û me şepirze bike û destên me û xalên me têxe hev. [8891 cihani_bilican] Kuliki bi dengekî şewat ko rehê tûretiyê tê da diyar dikir, li Kerrî qûriya û weha gotê: [8892 cihani_bilican] Kero mala te şewitiyo, dilê min kîne kîn e... [8893 cihani_bilican] Bide xatirê yezdan û şêx Şemdîne... [8894 cihani_bilican] Were destan ji vê yekê tu hilîne... [8895 cihani_bilican] Ev davike Emer Axa ji te ra wê dikişîne... [8896 cihani_bilican] Dixwaze bi vê yekê te li ser rêka xwe hilîne... [8897 cihani_bilican] Na Xudê dil bi kul e dixwaze tol û heyfan ji te bistîne... [8898 cihani_bilican] Te bi şer li ser xalan da wê dişîne... [8899 cihani_bilican] Şerê xal û xwarziyan bînanî rîşa kotîbûnê derman jê ra qet tunîne... [8900 cihani_bilican] Tu dizanî dayîka Werdek li mal nîne... [8901 cihani_bilican] Were emê bişînin peyê Werdekê bila Werdek were me bibîne... [8902 cihani_bilican] Şîrê sipî da ye me, bila li gerdena me aza bike, belkû Xudê karê me lev tîne... [8903 cihani_bilican] Nifirên Werdekê li dû me nexe, nifirên day û baban li dû meriyan bikeve, xêra meriyan qet tunîne... [8904 cihani_bilican] Li dû ra Kuliki devkî ji Kerrî ra got: [8905 cihani_bilican] Kero bira, dayîka me li mal nîne. [8906 cihani_bilican] Bihêle em bişînin peyê dayîka xwe û bila bê, kanê ew çi dibêje, paşê. [8907 cihani_bilican] Mala te kavil nebe, dayîka meye, şîrê sipî daye me. [8908 cihani_bilican] Em li tehlî û tengiyan da xudan kirine. [8909 cihani_bilican] He bihêle bila were, em xatirê xwe jê bixwazin, paşê. [8910 cihani_bilican] Ma tu yê herî nêçîra pezkûviyan, te serê xwe xistiye ber xwe û tu diçî. [8911 cihani_bilican] Tu dixwazî herî beriya Şengarê. [8912 cihani_bilican] Eva şer û lêdan û kuştin û girtin têda ye. [8913 cihani_bilican] Ker tûre bû û got: [8914 cihani_bilican] »Kulik! [8915 cihani_bilican] Min daxwaz û peyama xwe ji wî ra şand. [8916 cihani_bilican] Ewî jî waye mêrmêranî daxwaza min pejirandiye û Perîşan ji min ra şandiye. [8917 cihani_bilican] Wakî ez neçim, buhayê mêraniyê ji min ra namîne. [8918 cihani_bilican] Buhayê min dibe buhayê pûşekî çolê. [8919 cihani_bilican] Niha xweşmêr û bokeberanên heşt bavan li dîwana Emer Axayî da rûniştine û çav li riya menin. [8920 cihani_bilican] Eger em neçin yê bêjin, ta niha nediwêrîn bihatana, îca berhane digirtin. [8921 cihani_bilican] Niha ko Emer Axayî mêrmêrane kiça xwe jî şandiye hîviyê, vêca bînanî rûviyan xwe vedişêrin. [8922 cihani_bilican] Dîna xwe bidinê çend mêrên bê bext û bê gift û peyman in. [8923 cihani_bilican] Navê mêran li wan heram be.« [8924 cihani_bilican] Vêca berê xwe li ser meyteran da kir û got: [8925 cihani_bilican] »Kuro Sosikê ji min ra zîn bikin. [8926 cihani_bilican] Ezê hema tenê herim. [8927 cihani_bilican] Bila Kulikê bira li ber malê be. [8928 cihani_bilican] Ew ji kevçiya xûna xwe ditirse.« [8929 cihani_bilican] Kulik li ber geriya û gotê: [8930 cihani_bilican] »Bira wisan nîne. [8931 cihani_bilican] Her tişteke rêka xwe heye. [8932 cihani_bilican] Bihêle em bişînin bila Werdek bê, paşê tu çawa bêjî ezê wisan bikim.« [8933 cihani_bilican] Li wê naweyê da meyteran Sosik bi zîn û pûsad va li ber Kerrî amade kirin û zengiya wî dagirtin. [8934 cihani_bilican] Ker siwar bû û li rê ket. [8935 cihani_bilican] Kuliki jî bi lez xwe tev girêda û li nijdî siwar bû û kete dû wî. [8936 cihani_bilican] Her dû pêkve gehîştin ber derê mala Emer Axayî. [8937 cihani_bilican] Meyteran serê hespên wan girtin. [8938 cihani_bilican] Ker û Kuliki dadane hundur. [8939 cihani_bilican] Silav li komelê kirin. [8940 cihani_bilican] Çi kesî silava wan venegirt. [8941 cihani_bilican] Kulik tevgirêdayî sûngî li desti da, li ber derê dîwanxanê rawesta. [8942 cihani_bilican] Kerrî komel pêpes kir û dada ser fîncanê. [8943 cihani_bilican] Fîncana feyfûrî li ser telba zêrî hilanî û li ser simbêlê palikî da kir û fîncan kire berîka xwe û li dîwanxanê derket. [8944 cihani_bilican] Li hundur dîwanxanê da ew bokeberan û xweşmêrên ko eva heft şev û heft roj bûn, fîncana qawê li ber wan mabû, kesî nediwêrî ser da biçûya, devojenî hevdu bûn û ser û guhên hevdu girtin û li hevdu ba ketin. [8945 cihani_bilican] Ewî digot min li ber te hilneda. [8946 cihani_bilican] Yê dî digot min li ber filankesê hilneda. [8947 cihani_bilican] Her yekê sûcê hilnedana fîncanê dikirin stuyê ewê dî da û li hundurê dîwanxanê da bû şingîna şûr û sûngiyan. [8948 cihani_bilican] Bokeberan li hev baketin. [8949 cihani_bilican] Xûnê dîwanxane hilda. [8950 cihani_bilican] Emer Axa li nav wan derket û got: [8951 cihani_bilican] »Kuro bila li hev bidin. [8952 cihani_bilican] Çi kes nekeve navcîtiyê. [8953 cihani_bilican] Eva hefteyeke hemû kor bibûn. [8954 cihani_bilican] Taze ko pehlewanê min ew hemû pêpes kirin, li xwe hesiyane.« [8955 cihani_bilican] Vêca xwe bi Ker û Kuliki ra gîhand û gote wan: [8956 cihani_bilican] »Her bijîn! [8957 cihani_bilican] We serê min li nav xelkê da bilind kir. [8958 cihani_bilican] Herin karê xwe bikin û sibê zû li rê bikevin. [8959 cihani_bilican] Ka we çi pêdivê jî, em ji we ra amade bikin. [8960 cihani_bilican] Eger hûn hez dikin, ezê jî çend siwaran bi we ra danêm.« [8961 cihani_bilican] Ker û Kuliki pejirandin û li hespên xwe siwar bûn û zivirîn zoma xwe. [8962 cihani_bilican] Emer Axa jî çû aliyê xîveta xwe ya taybetî. [8963 cihani_bilican] Bokeberan û mêrxasan jî hind li hevdu dabûn, ko pirtik li ser hevdu xistibûn. [8964 cihani_bilican] Yên ko li hespên xwe siwar dibûn û direvîn. [8965 cihani_bilican] Yên ko termên kuştiyên xwe hildidan. [8966 cihani_bilican] Yên ko birînên xwe girêdidan. [8967 cihani_bilican] Dengê duhol û zurnayê jî ji mêjve vetexirîbû. [8968 cihani_bilican] Dîwanxane li qasekê da vik û vala ma. [8969 cihani_bilican] Emer Axayî gazî Eyşanê kir û gotê : [8970 cihani_bilican] »Eyşan were xîvetê! [8971 cihani_bilican] Gazî Neimeti jî bike, bila bê!« [8972 cihani_bilican] Emer Axa û Eyşan û Neimet dîsan bînaî caran li xîveta taybetî da berev bûn û şêvir giran kirin. [8973 cihani_bilican] Emer Axayî got: [8974 cihani_bilican] »Ez ditirsim Ker û Kulik herin û dîsan bi tendurustî bizivirin. [8975 cihani_bilican] Eger ew vê carê bizivirin, êdî ez qet nkarim li ber wan deng bikim û ew her li zivirandinê da de axatiyê jî ji min bistînin. [8976 cihani_bilican] Kero gotiye axatî ya kalkê min bûye, Emer Axayî lê istandiye. [8977 cihani_bilican] Em debê karekî wisan bikin, ko êdî ew ji vê rêbwariyê tendurust nezivirin. [8978 cihani_bilican] Weren em tevbîrekê bikin û mirazê wan li çavên wan da bihêlin. [8979 cihani_bilican] Bi dîtina min em gereke destekî li nav cerda kurên Werdekê da çê bikin. [8980 cihani_bilican] Destekî wisan ko li para va xencerê li wan bide.« [directspeech cihani_bilican] Erê Emer Axa tu rast dibêjî. [8981 cihani_bilican] Bi dîtina te em kê digel wan bişînin, başe? [8982 cihani_bilican] Neimet çî ye! [8983 cihani_bilican] Lê Neimet xwarziyê me û çi rojê ye?! [8984 cihani_bilican] Ez li xizmeta we da hme. [8985 cihani_bilican] Lê çi ji destên min tê? [directspeech cihani_bilican] Çawa çi ji destên te nayê! [8986 cihani_bilican] Gelek kar ji destên te tê. [8987 cihani_bilican] Ma wisan nîne Eyşan? [directspeech cihani_bilican] Erê Xudê kem, her karekî ko tu bêjî ji destên Neimetê xwarzî tê. [8988 cihani_bilican] Vêca Emer Axayî berê xwe li ser Neimeti da kir û gotê : [directspeech cihani_bilican] Ezê sibê Êxoyê file jî bi heceta tûjkirina şûr û rimên wan, bi wan ra danêm. [8989 cihani_bilican] Tu û Êxo pişta xwe bidin hev û pêkve devê şûrên wan vergerînin. [8990 cihani_bilican] Sûngiyên wan xirek bikin. [8991 cihani_bilican] Êdî ma hûn ko zaro nînin ez we şîret bikim. [8992 cihani_bilican] Her hela ko ji we ra helket, wêcê jê vegirin. [8993 cihani_bilican] Bilanê, her çiya ko ji destên me bê, em xwe lê nahêvişînin. [8994 cihani_bilican] Ez dizanim tu xwarziyekî emek helal î. [8995 cihani_bilican] Eyşanê çavên xwe li Emer Axayî ra qirpand û berê xwe li ser Neimeti da kir û gotê: [directspeech cihani_bilican] Hemîn mara kurmet û kiçxalan jî her li ber perên asimani hatiye [8996 cihani_bilican] birînê. [8997 cihani_bilican] Neimet girijî û serê xwe kire ber xwe da. [8998 cihani_bilican] Emer Axayî jî got: [directspeech cihani_bilican] He ya rast û durust jî ew e. [8999 cihani_bilican] Eger Ker û Kulik tendurust venegerin, Perîşan bimire ya erdêye. [9000 cihani_bilican] Bimîne jî ya Neimetê delal e. [9001 cihani_bilican] Ca Emer Axa bi vê gotina xwe ra, li xîveta taybetî derket û li derva dest bi pêgermokan kir. [9002 cihani_bilican] Şevê jî hêdî hêdî perçema xwe ya reş dikişande ser tefeşa rojê û hewa hêdî hêdî tarî dikir. [9003 cihani_bilican] Şevê cîhan dagîr kiriye. [9004 cihani_bilican] Her tiştên ko li ser rûyê vê cîhanê da heye, li reşatiya şevê da noqim bûne. [9005 cihani_bilican] Emer Axa dîsan fenanî caran li dîwanxanê da rûniştiye. [9006 cihani_bilican] Li nava palgî û berpalan da cûm bûye û lemisî ye. [9007 cihani_bilican] Kolozê wî daketiye ser birû û bijangan. [9008 cihani_bilican] Desdtên xwe li pişt serê xwe ra lev şe kiriye. [9009 cihani_bilican] Lingên xwe dirêj kiriye û li ser hev ra avîtî ye. [9010 cihani_bilican] Dîwanxane taze bilaw bûye. [9011 cihani_bilican] Kes li dîwanxanê da nema ye. [9012 cihani_bilican] Bêhna dûkela qelûnan, germaya leşê mirovan û xûnê hê jî li dîwanxanê da lev digere. [9013 cihani_bilican] Hê bêhna hulma keserên bokeberanan bona Perîşanê li dîwanxanê da maye. [9014 cihani_bilican] Emer Axayî destên xwe li pişt serê xwe hilanî. [9015 cihani_bilican] Lingên xwe kişande ber xwe. [9016 cihani_bilican] Kolozê xwe serast kir û toza cilkê xwe dakuta û çarmêrkî rûnişt û gazî kir: [directspeech cihani_bilican] Kê li wê derê ye. [9017 cihani_bilican] Du sê dengan bi hev ra bersiv dan: Fermo ezbenî! [directspeech cihani_bilican] Hevrê ca were vira! [9018 cihani_bilican] Bêje qawegerînên dî jî bila herin û razên! [9019 cihani_bilican] Ewan ev çend şeverojin nerazane. [9020 cihani_bilican] Fermo ezbenî! [9021 cihani_bilican] Qawegerînên dî hemû çûn? [9022 cihani_bilican] A, ezbenî waye diçin. [9023 cihani_bilican] Were! [9024 cihani_bilican] Hevrê li ber deri rawesta û got: [9025 cihani_bilican] Fermo ezbenî! [9026 cihani_bilican] Ewî dizanî dîsan fermanberiyeka wî ya giring heye. [9027 cihani_bilican] Lê nedizanî çî ye. [9028 cihani_bilican] Emer Axayî li nav çavên wî nihêrî û pê ra girijî û gotê: Here gazî Mîrza Qadiri bike, bila bêy gîrobûn bê dîwanxanê. [9029 cihani_bilican] Bêjê bila [9030 cihani_bilican] kaxet û qelemên xwe jî bîne. [directspeech cihani_bilican] Baş e ezbenî. [9031 cihani_bilican] Hevrê bi lez ji konî derket. [9032 cihani_bilican] Bû repetepa piyên wî. [9033 cihani_bilican] Li dû ra rewterewta çend seqan li ber guhan ket. [9034 cihani_bilican] Lê dengê seqan zû vetexirî. [9035 cihani_bilican] Mîrza Qadir tena kiras û derpiyên caw derkete ber hêşiya konê xwe û pirsî : [9036 cihani_bilican] Ew kî ye? [9037 cihani_bilican] Ez im mîrza! [9038 cihani_bilican] Mîrza li tariyê da dengê peyakê sivik nasî. [9039 cihani_bilican] Li dilê xwe da got: Evana nahêlin mirov şev jî li mala xwe da biêwire. [9040 cihani_bilican] Pirsî: [9041 cihani_bilican] Xêr e Hevrê ? [9042 cihani_bilican] Hevrê nêzîkî bi wî kir û hêdîka gotê: [9043 cihani_bilican] Emer Axayî digot bila zû bê. [9044 cihani_bilican] Digot bila kaxet û qelemên xwe jî bîne. [9045 cihani_bilican] Mîrza Qadirî li ber lêva xwe da, wisan ko mirovî her bizorê jê seh dikir, [9046 cihani_bilican] got: Îca vê nîveşevê çi qewumiye? [9047 cihani_bilican] Name bû, minê sibê binivîsiya. [directspeech cihani_bilican] Emer Axayî digot bila lezê bike, min karekî giring pê heye. [9048 cihani_bilican] Mîrza Qadir çû hunduri û şapik û kurtikê xwe li xwe kir û kaxet û qelemên xwe hilgirt û ew û Hevrê tev ber bi dîwanxanê leziyan. [9049 cihani_bilican] Tev giheştin ber derê dîwanxanê. [9050 cihani_bilican] Hewa tarî û tarîstan bû. [9051 cihani_bilican] Ronahiya hundurê dîwanxanê dabû besta biniya malan û best ronahî kiribû. [9052 cihani_bilican] Mîrza Qadir kete hundurê dîwanxnê û Hevrê jî li ber deri rawesta. [9053 cihani_bilican] Mîrza silav kir. [9054 cihani_bilican] Emer Axayî bi germî silava wî vegirt û ciyê rûniştinê nîşanî wî da û gote Hevrê : [9055 cihani_bilican] Qaweyekê ji Mîrza ra amade bike! [9056 cihani_bilican] Hindî Mîrza pêkutanî kir û got ko qawê navexwe, Emer Axayî nepejirand û destûra qaweyek taybet da. [9057 cihani_bilican] Mîrza li ser çokan li pêşberî Emer Axayî rûnişt û kaxet û qelemên xwe danî ber xwe û li nav çavên Emer Axayî nihêrî. [9058 cihani_bilican] Emer Axayî tama devê xwe xweş kir û got: [9059 cihani_bilican] Mîrza tu yê nameyek nehînî ji min ra binivîsî! [9060 cihani_bilican] Tikaye ji devê te ra dernekeve. [9061 cihani_bilican] Nîveka min û te da berê Xudê û paşê jî ev xencera. [9062 cihani_bilican] Vêca destê xwe li tetika xencera xwe da. [9063 cihani_bilican] Tetika xencera wî li ber ronahiya çirayê çilvilî û tirîşkên wê li nav çavên Mîrzayi da rûniştin. [9064 cihani_bilican] Emer Axayî qisên xwe domand û got: [9065 cihani_bilican] »Li devê te ra dernekeve ha! [9066 cihani_bilican] Tu yê evê namê ji Mîrê Ereban, Mîr Elî si [9067 cihani_bilican] warani ra binivîsî.« [9068 cihani_bilican] Başe ezbenî. [9069 cihani_bilican] Fermû, ka ezê çi binivîsim? [9070 cihani_bilican] Binivîse! [9071 cihani_bilican] Birayê delal û ezîz... na, na, wisan nabe. [9072 cihani_bilican] Mîrza Qadir hê tiştek nenivîsîbû. [9073 cihani_bilican] »Binivîse, Begê bi nav û deng, mîrê mîran, mîrê kurdan û Ereban, Mîr [9074 cihani_bilican] Elî Siwaranê hêja! [9075 cihani_bilican] » Te nivîsî? [9076 cihani_bilican] Bû çîreçîra qelema Mîrzay^ û li ser kaxetê da hevraz û berjêr û rast û çep û qîloqaco bû. [directspeech cihani_bilican] Fermo ezbenî! [9077 cihani_bilican] » Binivîse. [9078 cihani_bilican] Ez gelekî te silav dikim! [9079 cihani_bilican] Destên te yên pîroz bi germî digivêşim û li ser serê xwe datînim. [9080 cihani_bilican] Rast e ko ta niha ew bextewariya nebûye para min ko ez li nêzîki da bigîjim xizmeta we, lê min nav û dengê we bihîstiye. [9081 cihani_bilican] Xudê lêxoşbûyên bavê min û bavê te her tim li oxira Istembolê da bi hevra diçûne dîwana dewletê. [9082 cihani_bilican] Berê da hat û çûya wan hebû. [9083 cihani_bilican] Vaye ez digel vê namê diyariyeke biçûk ji we ra dişînim. [9084 cihani_bilican] Hîvîdarim bibe cîhê pejirandina we...« Te nivîsî? [directspeech cihani_bilican] Erê ezbenî. [9085 cihani_bilican] Binivîse! [9086 cihani_bilican] »Min bihîstiye ev demaneke ko lawên Hesê Dûdêyî bêemekiya we dikin û çend mal dane dû xwe û ji êla we qetiyane. [9087 cihani_bilican] Li xwe bayî bûne û pozên xwe quloz kirine û we dihizirin ko mêr li ser wan ra nehatiye. [9088 cihani_bilican] Vê derê jî xwarzayên wan li bêemekiyê da kişandine wan. [9089 cihani_bilican] Ew jî çend malên wekî xwe dane ser xwe û vira wekî xalanên xwe dawa axatiyê dikin û dijî me rawestan e. [9090 cihani_bilican] Eger ev yeka li van xal û xwarziyana bimeşe, yê li nava giştî hoz û êlên dî da jî teşene bike û êdî ne axatî dimîne û ne jî mîrtî. [9091 cihani_bilican] Li vêderê Emer Axayî serê xwe xurand û ji Mîrza Qadirî pirsî: Te ta vira nivîsî? [9092 cihani_bilican] Erê ezbenî vaye dinivîsim. [9093 cihani_bilican] Erê binivîse.... te çi nivîsî? [9094 cihani_bilican] Êdî ne axatî dimîne û ne jî mîrtî. [9095 cihani_bilican] Erê binivîse! [9096 cihani_bilican] Binivîse! [9097 cihani_bilican] »Min li vê derê ji wan ra teleyek veniye. [9098 cihani_bilican] Ez wan li ser te da dişînim. [9099 cihani_bilican] Min ji wan xwestiye ko eger mihîna Bilîcan bi şer û lêdan ji min ra bînin, ezê qîza xwe bidime wan. [9100 cihani_bilican] Tu jî li wê derê curekî bike, xalanên wan bi şer berde pêsîra wan û belkû herdu deste li hev bidin û bixwe xwe bi destên hevdu bêne kuştinê û li serê rêya me radibin. [9101 cihani_bilican] Vêca hînga ez jî rizgar dibim û tu jî vedihisî û êdî kesekî dî nikare li dijî berjewendiyên me biqilqile. [9102 cihani_bilican] Ez her dem li xizmeta te da me.« [9103 cihani_bilican] Birayê te yê biçûk Emer Axa Te nivîsî? [9104 cihani_bilican] Erê ezbenî. [9105 cihani_bilican] Ca carekê li serî da ji min ra bixûne. [9106 cihani_bilican] Mîrza Qadirî li serê namê ra dest pê kir û her çî nivîsîbû, ji axayî ra xwend. [9107 cihani_bilican] Emer Axayî bi nîşana pêxweşbûnê serê xwe hejand. [9108 cihani_bilican] Mîrza Qadir jî dîsan çavek li ser û binê namê gerand û rabû ser piyan û name da destê Emer Axayî. [9109 cihani_bilican] Emer Axayî jî li ser û binê namê nihêrî û destê xwe kire ber şûtika xwe û tûrikekî biçûkî çermîn deranî. [9110 cihani_bilican] Helboqa derê tûrikî vekir û mohreka zer lê deranî û da destê Mîrza Qadiri û gotê : [directspeech cihani_bilican] Hanê mohra min jî lê de û bi ser û ber niviştkî bipêçe. [9111 cihani_bilican] Mîrzayî mohr û name ji destê wî vegirt û binê namê mohr kir û mohir dîsan da destê Emer Axayî û name jî bi ser û ber niviştkî pêça û ew jî da destê wî. [9112 cihani_bilican] Emer Axayî gotê zor sipas. [9113 cihani_bilican] Destên te neêşin. [9114 cihani_bilican] Lê Mîrza wekî min gote te ha, ji devê te ra dernekeve! [9115 cihani_bilican] Nexêr ezbenî, ji solika xwe ra bêje! [9116 cihani_bilican] Kuro Hevrê! [9117 cihani_bilican] Be qawa te amade nebû?! [9118 cihani_bilican] Hevrê sêniya qawê li ser destan hate hundurî. [9119 cihani_bilican] Pêş da sêniya qawê li ber Emer Axayî girt û li dû ra jî li ber Mîrza Qadirî. [9120 cihani_bilican] Mîrza Qadirî bi lez çend fir li qawa xwe da û rabû ser piyan. [9121 cihani_bilican] Serê xwe xwar kir û destê xwe da sîngê xwe: [directspeech cihani_bilican] Ezbenî we çi xizmetên dî çineye? [directspeech cihani_bilican] Na, zor sipas! [9122 cihani_bilican] Kuro Hevrê Mîrza derbas bike! [9123 cihani_bilican] Pê ra ta ber derê wan here û bizivire were vira! [directspeech cihani_bilican] Baş e ezbenî! [9124 cihani_bilican] Hevrê û Mîrza li konî derketin. [9125 cihani_bilican] Derva hewa lap tarî bibû. [9126 cihani_bilican] Li ber piyên xwe nedidîtin. [9127 cihani_bilican] Korekor û bi pêxişik ber bi mala Mîrzayi xişikîn. [9128 cihani_bilican] Piştî demeke kurt Hevrê zivirî hundurê dîwanxanê û li ber deri rawesta û got: [9129 cihani_bilican] Fermû ezbenî! [9130 cihani_bilican] Emer Axayî nama niviştkî li nav destên xwe da hevraz û berjêr dikir û pê dilîst. [9131 cihani_bilican] Dema ko çavên wî bi Hevrêyî ket, gotê: [directspeech cihani_bilican] Were vira! [9132 cihani_bilican] A, were li vêderê rûnê û baş guhdariya min bike, kanê ez ji te ra çi dibêjim. [9133 cihani_bilican] Tu dê sibê zû, hê istêrka sibêdê ser nedayî li hespê qule siwar bibî û rê bikevî. [9134 cihani_bilican] Evê namê tu yê li ber qeta kolozê xwe da veşêrî û ber bi beriya Şengarê bikudînî. [9135 cihani_bilican] Her ciyên ko te rê nenasî jî, tu yê ji rêvî û rêbwaran bipirsî. [9136 cihani_bilican] Li Kurdistana jêrîn hemû Mîr Elî Siwarani dinasin. [9137 cihani_bilican] He tu navê wî bînî, yek na, dehikê nav û nîşanên rê ji te ra bêjin. [9138 cihani_bilican] Tu yê rojê bêxî şevê û şevê jî bêxî rojê. [9139 cihani_bilican] Divê ko tu li nava mehekî da xwe bi mala Mîr Elî Siwarani ra bigehînî û evê namê bidî destê wî. [9140 cihani_bilican] Tu li rê da gîro bibî, ez dizanim û tu. [9141 cihani_bilican] Wekî caran bibe rêvîngekî sivik û ber bi beriya Şengarê bikudîne. [9142 cihani_bilican] Hevrê destê xwe dirêj kir û name ji destên Emer Axayî vegirt û li ber qetên kolozê xwe da veşart. [9143 cihani_bilican] Vêca Emer Axayî destê xwe kire kûrika xwe û kîsikek tijî pare deranî û raberî Hevrê kir û gotê: [directspeech cihani_bilican] Van jî hilde li rê da pêdivî dibe. [9144 cihani_bilican] Xurcika xwe jî li nan û pêxwarinê dagire. [9145 cihani_bilican] De here, hê stêra sibêdê ser nedayî li rê bikeve. [9146 cihani_bilican] Wisan bike, bila kesek jî bi te nehese, ha! [9147 cihani_bilican] Hevrê kîsikê paran jî ji destê wî vegir û ji cî rabû û xatirê xwe ji wî xwest û li derê dîwanxanê ra derkete derva. [9148 cihani_bilican] Emer Axayî li dû ra gazî kirê: [9149 cihani_bilican] Hê stêra sibêdê li ser nedayî ha! [9150 cihani_bilican] Dengê Hevrê li derva hat: [9151 cihani_bilican] Bilanê ezbenî! [9152 cihani_bilican] Dilniya be! [9153 cihani_bilican] Li ber derê mala Werdekê bû girmîna duhol û zirçîna zurnayê. [9154 cihani_bilican] Qîz û bûkan bi destên hev ra girtin û ketin dîlanê û govend giran kirin. [9155 cihani_bilican] Ker û Kuliki giştî ridênsipî û giregirên êla xwe li konê xwe da top kirine. [9156 cihani_bilican] Mêvandariyeke giran danîne. [9157 cihani_bilican] Lokoyê Begzade û Elikê Mirtiv bi dengê duhol û zurnayê bûk û qîz û xortan didin leystinê. [9158 cihani_bilican] Li ber derê mala Werdekê deng û hera ye. [9159 cihani_bilican] Helperkê û dîlan e. [9160 cihani_bilican] Giştî komela zoma Werdekê demsaz û keyfxweş bûne. [9161 cihani_bilican] Emer Axayî serê xwe ji xwasta serekzomeyên wan ra xwar kiriye. [9162 cihani_bilican] Ewî bixwe bi destên xwe qîza xwe ji serekzomeyê wan ra şanî diye. [9163 cihani_bilican] Ev yeka ji wan ra serefrazî û şanaziyeke pire mezin û bayexdar e. [9164 cihani_bilican] Her yekê bi kiriyarekê keyfxweşiya xwe radigehandin. [9165 cihani_bilican] Giştî ridênsipî û konemêran berev bûne û li bara çûyîna Ker û Kuliki da, li bara rê û dirban da, diaxivin. [9166 cihani_bilican] Ker li serê jorê rûniştiye. [9167 cihani_bilican] Tevir simbêlê wî nabire. [9168 cihani_bilican] Qudetiyê lê dest daye. [9169 cihani_bilican] Xwe pîp kirî ye. [9170 cihani_bilican] Li nava bokeberanên hozên heşt bavan da kesî newêrî fîncana feyfûrî li ser masê hilîne. [9171 cihani_bilican] Ewî hilanîbû. [9172 cihani_bilican] Li hemûyê giringtir Emer Axa neçar mabû, serê xwe ji daxwaza wî ra xwar bike û qîza xwe jê ra bi bûkînî bixemilîne û bişîne mala wî. [9173 cihani_bilican] Waye koma konemêran çek û rextên Ker û Kuliki raxistine nîveka konî û li çawaniya wan dinêrin. [9174 cihani_bilican] Kêmasiyên wan ji la dibin. [9175 cihani_bilican] Her yek tiştekê dibêje: [9176 cihani_bilican] Devê vî şûrî mirov dibêje qay tiştekepaxsê xwe avîtiyê. [9177 cihani_bilican] Ev sûngiya kûşkê giran e. [9178 cihani_bilican] Ev rima li destan xweş nîne. [9179 cihani_bilican] Ewa han baxweştir e. [9180 cihani_bilican] Ev nêzeya mirov dibêje qay hemmanê tewiya ye. [9181 cihani_bilican] Tîrên we kêm nînin? [9182 cihani_bilican] Hûnê xwarebarê çi ji xwe ra biherin. [9183 cihani_bilican] Hûnê hema tenê herin? [9184 cihani_bilican] Her yekê pirsiyarek dikir û her yekê dîtin û peşniyazek radigehand. [9185 cihani_bilican] Gava ko pirsa xwarebar û hevalan hilket, Kerrî kolozê xwe tele danî û got: Emê barê heft hêştiran xwarebarê bi xwe ra bibin. [9186 cihani_bilican] Ya hevalan jî her çend ko dilê min dixwast, ez bi heyt û hût û bi leşker û esker biçûyama, lê rê dûre û demsal jî havîn e. [9187 cihani_bilican] Havîna beriyê jî pir germ e. [9188 cihani_bilican] Ezê her sê çar hevalan di gel xwe bibim bese. [9189 cihani_bilican] Ezê Lokoyê begzade, Elikê Mirtiv, Hasûxan û Pasûxanê Êzdî, Buxdo û Êxoyê file û yek jî Evdurehmanê Terikî di gel xwe bibim. [9190 cihani_bilican] Herdu begzade ji bona duhola hawarê û miqamê şerine. [9191 cihani_bilican] Li meydana şerî da bila ji me ra li miqamên mêraniyê bidin. [9192 cihani_bilican] Evdurehmanê Terikî jî ji bo aşpêjiyê. [9193 cihani_bilican] Ew berpirsê xwarebarêye. [9194 cihani_bilican] Hemîn Hasûxan û Pasûxanê Êzdî jî meyterin. [9195 cihani_bilican] Ewan li ser xû û xideyên hespan ketine û bila ewan jî digel me bên. [9196 cihani_bilican] Buxdo nalbend û beytare. [9197 cihani_bilican] Êxo jî hosta ye. [9198 cihani_bilican] Li rê da şûrek, tîrek pêdiviyî me dibe. [9199 cihani_bilican] Du, sê siwaran jî Emer Axayî got, ko ezê li gel we danêm. [9200 cihani_bilican] Dîsan jî dilê kê dixwaze, bila li gel me bê. [9201 cihani_bilican] Gava ko Kerrî got, dilê kê dixwaze bila li gel me bê. [9202 cihani_bilican] Kiztîn ji çi kesî ne-hat. [9203 cihani_bilican] Hemûyan lalome girtin û serên xwe kirin ber xwe da. [9204 cihani_bilican] Hemûyan kumên xwe ber bi asimani diavîtin, ko Kerrî navê wana neaniye. [9205 cihani_bilican] Hemûyan dizanîn ko ew rêka, rêka hat û nehatê ye. [9206 cihani_bilican] Piştî şîvan bereviya Kerrî belav bû. [9207 cihani_bilican] Ker û Kulik, Evdurehmanê Terikî, Lokoyê Begzade, Elikê Mirtiv, Hasûxan û Pasûxan tenê li konî da man. [9208 cihani_bilican] Kerrî berpirsiyariya her kesî destnîşan kir. [9209 cihani_bilican] Şev dageriyabû. [9210 cihani_bilican] Her yek hema li goşeyek konî da servekirî veleziyan. [9211 cihani_bilican] Ker jî li ber evîna Perîşanê erd û esman wî ya nahebîne. [9212 cihani_bilican] Hindî ko berevî belaw bûye, eve sê çar car e ko Macan hatiye ber derê konî û hejiyare daye wî, ko Perîşan li xîveta taybete bûkîniyê da bendewarî wî ye. [9213 cihani_bilican] Li cara sêyan da Ker bi neçarî ji konî derket û çû xîveta taybetî. [9214 cihani_bilican] Keniz û cêriyan cî û nivînên taybete bûk û zavatiyê ji wan ra danîbûn. [9215 cihani_bilican] Hemûyê bi tilîlî Ker ber bi xîvetê birin û pişta xwe dane wan û ewan tenê li xîvetê da hêlan. [9216 cihani_bilican] Perîşan li ber şabûna evînê dilerize. [9217 cihani_bilican] Ber bi Kerrî hat û xwest ko destên xwe li gerdena Ker werîne. [9218 cihani_bilican] Lê Kerrî gotê: [directspeech cihani_bilican] Perîşan! [9219 cihani_bilican] Roja îro tu li mala min da weke bisparteyekêyî. [9220 cihani_bilican] Min ji bavê te ra gift kiriye ko divê ez jê ra Bilîcanê bînim, paşê qîza wî bi helalî bixwazim. [9221 cihani_bilican] Vêca şûrê xwe li ber xwe kişand û danî nav nivînan û got: Li nîveka min û te da ev şûra bend û bersivdar e. [9222 cihani_bilican] Hindî Perîşanê xwe li ber da qelizand û xwe nazand, Kerrî nepejirand û kete nav nivînan û şûr li nîveka wî û Perîşanê da, pişta xwe dayê û kete xewê. [9223 cihani_bilican] Perîşanê jî hindî xwe vî alî, wî alî firikand, dîna xwe dayê ne herê Ker ew mêra nîne ko li ser gifta xwe bizivire. [9224 cihani_bilican] Ewê jî bi neçarî pişta xwe da Kerrî. [9225 cihani_bilican] Lê ta sibêdê xew li çavan neket. [9226 cihani_bilican] He seranserî şevê li bara çûyîna wî da, li bara buvedariya wê rêkê û wê telbenda ko bavê wê ji berdilkê wê ra venîbû, hizirî. [9227 cihani_bilican] Hê stêra sibêdê ser nedabû ko Lokoyê Begzade û Elikê Mirtiv li duhola hawarê dan. [9228 cihani_bilican] Bi dengê duholê ra, cotên pehlewanan di gel heval û hevrêyên xwe, xwe tev girêdan. [9229 cihani_bilican] Perîşan jî bi koma keniz û heval û hogirên xwe va li ber derê xîveta xwe rawestabûn û li koça herdu pehlewanan dinihêrîn. [9230 cihani_bilican] Barê heft hêştiran xwarebar dagirtibûn. [9231 cihani_bilican] Kelmelên dî jî li du hêstiran kiribûn. [9232 cihani_bilican] Gava ko barên hêştir û hêstiran hate lêkirinê, Ker û Kulik tevî hevrêyên xwe li hespên xwe siwar bûn. [9233 cihani_bilican] Perîşanê bi çavên hêsir li dû wan ra gazî kir: [9234 cihani_bilican] »Ji we ra oxir be! [9235 cihani_bilican] Banê bilind piştewanê we be! [9236 cihani_bilican] Ker zû bizivirin ha! [9237 cihani_bilican] Çavên me li rêka xwe neqerimînin! [9238 cihani_bilican] Me çav li rê nehêlin!« [9239 cihani_bilican] Kerrî bi hevalan va bersiva Perîşanê weha dan: [9240 cihani_bilican] »Bi xatirê we! [9241 cihani_bilican] Bimînin di xweşiyê da!« [9242 cihani_bilican] Koça kurên Werdekê bi dengê duhola hawarê ra ji zoma Werdekê ber bi zoma Emer Axayî rê ket. [9243 cihani_bilican] Hê berê sibêdê gewir nebibû, ko bi mala Emer Axayî ra giheştin. [9244 cihani_bilican] Emer Axa û Eyşan Xatûn jî rabibûn û li ber derê konî rawestabûn û çavnihêrî hatina kurên Werdekê bûn. [9245 cihani_bilican] Gava ko Ker û Kulik giheştin ber derê dîwanxana wî, Emer Axayî gazî kir: [9246 cihani_bilican] »Ji we ra oxir be! [9247 cihani_bilican] Vaye hevalekî we jî li vir e. [9248 cihani_bilican] Neimetê kurmamê we xwe amade kiriye. [9249 cihani_bilican] Duhûnê va, ji bona we netebitiye. [9250 cihani_bilican] Dibêje ezê jî kurmamên xwe ra herim. [9251 cihani_bilican] Neimet mêrekî bi xîret e. [9252 cihani_bilican] Şûrkêşê we ye. [9253 cihani_bilican] Li Neimeti miqat bin ha.« [directspeech cihani_bilican] Baş e! [9254 cihani_bilican] Baş e! [9255 cihani_bilican] Bi dengê duhola begzadan ra, tev li rê ketin. [9256 cihani_bilican] Eyşanê li dû wan ra got. [9257 cihani_bilican] Ca dîna xwe bidê! [9258 cihani_bilican] Tu dibêjî koça qereçaye. [9259 cihani_bilican] Yê bi vê qûnê here ji me ra [9260 cihani_bilican] Bilîcanê bîne. [9261 cihani_bilican] De herin, çûyîn ya we be, hatin ne ya we be! [9262 cihani_bilican] Îca milê xwe li milê Emer Axayî da û tev çûne xîvta xwe ya taybetî. [9263 cihani_bilican] Hê koça kurên Werdekê li ber çavên Perîşanê wenda nebibû, ko Perîşanê [9264 cihani_bilican] nameyek ji Werdekê ra nivîsî: [9265 cihani_bilican] Dayîka Werdek! [9266 cihani_bilican] Porên serên min û te tev da kur bin! [9267 cihani_bilican] Tu li zozana Sardewaran çi dikî? [9268 cihani_bilican] Bavê min herdu kurên te xapandin û bi şer li ser xalan da şandin. [9269 cihani_bilican] Zû bike û bilezîne xwe bi cotên kuran ra bigehîne û wan li ser vê oxira ne bi xêr bizivirîne. [9270 cihani_bilican] Ez destên te radimûsim. [9271 cihani_bilican] Bûka te Perîşana Emer Axayî. [9272 cihani_bilican] Perîşanê name weke niviştekê pêça û rûyekî mûşima lê wer kir û ew kire nivişt û çend morî û çavhişink jî pê va kir û kire skura Macanê. [9273 cihani_bilican] Destek cilkên mêran li Macanê kir û ew li Şînê Xalxalî siwar kir û bi gef û gur ber bi zoma Husên Paşayî şand. [9274 cihani_bilican] Macan bû ba û birûsk û berî êvarê xwe bi zozanên Sardewaran ra gehand û nama Perîşanê da destên Werdekê. [9275 cihani_bilican] Taze tav tijî cîhanê bibû ko Werdekê wekî hirçeke birîndar xwe bi zoma kaniya Rihanê ra gîhand. [9276 cihani_bilican] Dîna xwe dayê kurên çi! [9277 cihani_bilican] Halê çi! [9278 cihani_bilican] Mêj va ye ko Ker û Kuliki zome cî da hêlane û bêy xatirxwastina wê ber bi beriya Şengarê çûne jî. [9279 cihani_bilican] Perîşanê jî weke bermaliyeke kirarî xwe daye ber malê. [9280 cihani_bilican] Rikêfî ser Perîşanê kir. [9281 cihani_bilican] Perîşanê xwe avîte ser dest û piyên wê û gereyan jê ra bi hûrgilî şirove kir û ew ji pîlanên bavê xwe dijî cotên kurên wê agadar kir. [9282 cihani_bilican] Werdekê taze zanî, ko ew mêvandariya wê jî, her pîlanek bûye. [9283 cihani_bilican] Gava ko Werdek giheşte mala xwe û bi gereyanê agadar bû, zû ferman da, ko jê ra mahîna Barxane zîn bikin. [9284 cihani_bilican] Gotinê: [directspeech cihani_bilican] Tu qirik nebî, her gava ko kurên te li rê ketin, Emer Axayî siwarên xwe şand, hatin dar û nedarên te, keriyên pezên te, revoyên hespên te, bi berhana wê hindê ko malêm zavayê wî bêxudan nemîne, top kirin û kişandin birin ser mala Emer Axayî.. Werdek li ber kerb û hêrsan va hindik mabû ko şêt bibe. [9285 cihani_bilican] Bi gef û gur hajote ber derê mala Emer Axayî. [9286 cihani_bilican] Hey wî wî hey wî wî ... Werdek dike dilezîne... [9287 cihani_bilican] Wekî hirça birîndar e, li ser kudikan dilorîne û dizarîne... [9288 cihani_bilican] Bi gef û gur xwe li der mala Emer Axayî ra digehîne... [9289 cihani_bilican] Li ser Emer Axayî da dike gazî û qûtîne... [9290 cihani_bilican] Dibêje Emer Axa tu yê xêrê bikî, wayê qet nebînî... [9291 cihani_bilican] Tu yê kirikê sor biçînî, ziyana tal li dewsê hilînî... [9292 cihani_bilican] Tu yê çi caran dergûşa kurîn li himbêza xwe nebînî... [9293 cihani_bilican] Kê li dewr û demanan dîtiye, mirov berxên sawa li kozikê derîne... [9294 cihani_bilican] Bi şer li ser qerteberanan da bişîne... [9295 cihani_bilican] Kê dîtî ye, mirov xwarziyan bixapîne... [9296 cihani_bilican] Bi dexesî li ser xalan da, bi şer bişîne... [9297 cihani_bilican] Şerê xal û xwarziyan wisane, bînanî rîşa kotîbûnê, derman jê ra qet tunîne... [9298 cihani_bilican] Dexeso! [9299 cihani_bilican] Nekeso! [9300 cihani_bilican] Xinizo, xayîno, tu nemînî,.. [9301 cihani_bilican] Zû bike zû bilezîne... [9302 cihani_bilican] Ji min ra mahîna Barxane bîne... [9303 cihani_bilican] Werdeka porkur dike here cotên kuran li ser vê oxira ne bi xêrê bizivirîne... [9304 cihani_bilican] Hey wî wî hey wî wî... şêrên min nezanin... [9305 cihani_bilican] Nezanên neguhdar in, pir cewan in...hey wî wî... [9306 cihani_bilican] Bi qûtîna Werdekê ra Emer Axa derkete ber derê dîwanxanê û pirsî: [9307 cihani_bilican] Kuro ew kî ye? [9308 cihani_bilican] Çi dibêje? [9309 cihani_bilican] Gotinê: [directspeech cihani_bilican] Werdek e. [9310 cihani_bilican] Bi şer hatiye û mahîna Barxane dixwaze. [9311 cihani_bilican] Dibêje ezê dû kurên xwe bikevim. [9312 cihani_bilican] Emer Axayî got: [9313 cihani_bilican] Kuro çi dixwaze bidinê bila ew jî here û neyê. [9314 cihani_bilican] Meyteran di gavê da mahîna Barxane ji Werdekê ra amade kirin. [9315 cihani_bilican] Werdek li mahîna Barxane siwar bû û bînanî bayê bezê li dû kuran ket. [9316 cihani_bilican] Ew du roj bûn ko koça Ker û Kuliki yekbîn dajot. [9317 cihani_bilican] Roja sêyê nîveka nîvro û êvarê bû ko Kuliki dîna xwe dayê dûmanek waye li ser rê ketiye. [9318 cihani_bilican] Reşek waye bînanî bayê bezê li dû wan ra tê. [9319 cihani_bilican] He destî niqitî dilê wî ko Werdeke li peyê wan ketiye. [9320 cihani_bilican] Ker ko li pêşiya koçê bi gef û gur dajot û hay ji bayê felekê nibû, Kuliki bi deng weha lê qûtand: [9321 cihani_bilican] Lolo Kero malşewtiyo, deşta Heranê darên bîne... Birayo hêdî bajo nelezîne... [9322 cihani_bilican] Ca gavekê dizgîna Sosikê hilkişîne... [9323 cihani_bilican] Hemet bajo, lezê neke, nekudîne... [9324 cihani_bilican] Li pişt serê xwe ra mêze bike, wê dûmana han bibîne [9325 cihani_bilican] Bi min wereng ew dûmana hanê ko ketiye terqa rê ye... [9326 cihani_bilican] Ne baye, ne babirûske, birayo Xudê kem pîra dê ye... [9327 cihani_bilican] Neçe bila şîrê xwe li me helal bike, ji mer ra bide salixê rêye... [9328 cihani_bilican] Kero bira bêdiliya Werdekê neke, bila felek û oxirên me lev bê ye... [9329 cihani_bilican] Ker ko ji bilî beriya Şengarê û hanîna Bilîcanê û evîna Perîşanê li bara çi tiştên dî da nedihizirî û ji bilî wan çi tiştên dî li ber çavan ra nedihat û nediçû, xwe li Kuliki pert kir û gotê: [9330 cihani_bilican] »Birayo niha da çavên te reşkopeşko lê didin. [9331 cihani_bilican] Ka reşê çi! [9332 cihani_bilican] Dûmana çi!? [9333 cihani_bilican] He Xudê Werdek be jî, ez narawestim. [9334 cihani_bilican] Xudê neke Werdek be. [9335 cihani_bilican] Eger Werdek bê, dê me gîro bike û nehêle em rêka xwe bidomînin. [9336 cihani_bilican] Eger ew be, dê bê li ber me bixûne û bêje neçin. [9337 cihani_bilican] Xudê dilê te jî naxwaze tu digel min bêy. [9338 cihani_bilican] Min pêş da jî gotiye te. [9339 cihani_bilican] Eger tu hez nakî, bizivire here mal. [9340 cihani_bilican] Ezê her tenê herim Beriya Şengarê.« [9341 cihani_bilican] Vêca devkî neçû serî û bi stiran weha gote Kuliki: [9342 cihani_bilican] Lolo Kuliko, deşta Heranê darên bîne... [9343 cihani_bilican] Min pêdivî bi te û biratiya te çunîne... [9344 cihani_bilican] Kuro tu niha da biecî, dil û gurçikên te peritîne... [9345 cihani_bilican] Tu qet dola Silêmanî nînî, kê dizane ka Werdek te ji kû tîne... [9346 cihani_bilican] Kuro biteqize here li mal da tu bimîne... [9347 cihani_bilican] Weke kûrê kurmî li ber tendûrê rûnê kûtan bixo, bişêkirîne... [9348 cihani_bilican] Ezê tenê herim beriya Şengarê, talaşa min ji kesî nîne... [9349 cihani_bilican] Bi van dujînên Kerrî ra, Kulik bi tundî sincirî û weha bersiva Kerrî da: [9350 cihani_bilican] Kero bira deşta Heranê darên bîne... [9351 cihani_bilican] Meriv van keviran li birayê xwe naxîne... [9352 cihani_bilican] Kuro day û bavê me yekin, cudayiya me tunîne... [9353 cihani_bilican] Dema ko em daketin herafê meydanê tu yê bi çavên serê xwe bibînî ka kê ji me diçe, kê dimîne... [9354 cihani_bilican] Birayo qudetiyê tu girtî, te yê agah ji bayê felekê nîne... [9355 cihani_bilican] Ev tel e û telbend û davik û pîlan e, Emer Axa ji me ra wê datîne... [9356 cihani_bilican] Ruhistîn bi rex te ketiye, dema te kuta bûye, ez ditirsm bûka dest bi hine, bêxwedî li mal da wê bimîne... [9357 cihani_bilican] Ker û Kulik bi stiran devojenî hev bibûn ko Werdek li toz û dûmanê da werdayî li ber wan rawesta. [9358 cihani_bilican] Gijik li ser serê Werdekê ketibû. [9359 cihani_bilican] Tozê xwe avîtibû zulf û biskên wê. [9360 cihani_bilican] Porên wê yê riştebirincî li tozê da boz dikir. [9361 cihani_bilican] Mahîna Barxane li xûyê da sipî çîl bibû. [9362 cihani_bilican] Kef li ser saxiriyên wê ketibû. [9363 cihani_bilican] Bi hatina Werdekê ra Hasûxan û Pasûxan, pêşiya hêştiran rawestan. [9364 cihani_bilican] Koça kurên Werdekê li serê rê bo cara yekê bêhna xwe veda. [9365 cihani_bilican] Hemû çît rawestabûn û guhdarî li got û bêja Werdekê û kurên wê dikirin. [9366 cihani_bilican] Hêştir û hêstir û hesp bi siwaran va hemûyan berê xwe zivirandin û li Werdekê û mahîna Barxane nihêrîn. [9367 cihani_bilican] Gava ko Sosik û Nijdî mahîna Barxane dîtin, tev şîhiyan. [9368 cihani_bilican] Te digot qay bi dîtina pîremaka xwe şa bûn. [9369 cihani_bilican] Mahîna Barxane jî weke birûskekê şîhiya. [9370 cihani_bilican] Hêştiran bi çavên beloq û nihêran li Werdekê û mahîna Barxane mêze dikirin. [9371 cihani_bilican] Ev sê roj û sê şeve, yekbîn rê hatine. [9372 cihani_bilican] Bi rawestandinê ra, pêroyan hemûyan ava xwe rijandin. [9373 cihani_bilican] Werdekê li Ker û Kulik heytand û gote wan: [9374 cihani_bilican] Lawo dilê min qubar nagire ez bêjim we, emekên berên min, li berê çavên we bigire. [9375 cihani_bilican] Şîrê min li we heram be. [9376 cihani_bilican] Kurên min eva yeka çi bû we kir. [9377 cihani_bilican] Hûn çima li ser şirîta nemerdan dilîzin. [9378 cihani_bilican] Hûn çima li ber bayê Emer Axayî ketin û bi wî xapiyan. [9379 cihani_bilican] Ev tele ye, ko ewê dexes ji we ra daniye. [9380 cihani_bilican] Lawo her min dikarî yan bi zor, yan jî bi qelen, Perîşan ji te ra bixwesta. [9381 cihani_bilican] Ez li mal nebûm, we bêy min çû ev yeka han kir. [9382 cihani_bilican] Lê lawo we qet negot, pîredayîkek me haye, bihêle em bişînin peyê wê , bila ew bê, em şêvrê pê bikin paşê. [9383 cihani_bilican] Ew jî hê qet. [9384 cihani_bilican] We bêy min çû xwe kire telika Emer Axayî da, her we teterek bişanda peyê min û xatirê xwe ji min bixwesta, paşê hûn rê ketana. [9385 cihani_bilican] Kurên min! [9386 cihani_bilican] Ma Bilîcan bergîreke bêxudan e, hûn ketine ser hulikên Emer Axayî, hûn herin ewê bi şer û lêdan ji Emer Axayî ra bînin. [9387 cihani_bilican] Werin bi gotina dayîka xwe bikin û li vê oxirê bizivirin. [9388 cihani_bilican] Kerrî bi istiran ji dayîka xwe ra weha got: [9389 cihani_bilican] Dayê nabe, Xudê kem nabe... [9390 cihani_bilican] Vegera me li nîviya rê da çi car nabe... [9391 cihani_bilican] Tîra ko ji kevanî derket, dîsan li ser jehî da nazivire, ra lê nabe... [9392 cihani_bilican] Eger em li nîviya rê da bizivirin, xelkê bêjin, Keroyî tirsenoke, Kulikî tişt pê nabe... [9393 cihani_bilican] Êdî serê me yê li nava xelkê da qet ne rabe... [9394 cihani_bilican] Hînga îca dostê bikevgirin, dijminê li me şabe... [9395 cihani_bilican] Dayê nabe, çi car nabe, xebera xwe zehî neke, vegera me li nîviya rê da çi car nabe... [9396 cihani_bilican] Vêca li dû ra bi ken û devkî gote Werdekê: [9397 cihani_bilican] »Dadê min li nava hozên heşt bavan da rusva neke. [9398 cihani_bilican] Min taze qawa mercan vexwariye. [9399 cihani_bilican] Ez ji kuştinê ra jî li ser vê oxirê nazivirim. [9400 cihani_bilican] Tikaye me gîro neke, rêka me dûr e. [9401 cihani_bilican] Ka eger gotinên te yên dî tunebin, emê rê bikevin.« [9402 cihani_bilican] Werdekê xû û xideyên kurê xwe dizanî. [9403 cihani_bilican] Dizanî gava ko Kerrî zîn li bizinê kir, cîhan tev jî biheje, nikare ewî li ser mebesta wî bizivirîne. [9404 cihani_bilican] Serê xwe kire ber xwe û got: [9405 cihani_bilican] »Kero niha ko te herdu lingên xwe kiriye solikeke teng da, ez dizanim, tu yê her bi ya xwe bikî. [9406 cihani_bilican] Lawo her layê kêm rawest e ez çend şîretan li we bikim û salixên rê û dirban ji we ra bidim paşê herin. [9407 cihani_bilican] Lawo eger we şîretên min kirin guçkên xwe da, hûnê li vê oxira xwe da li ser bikevin. [9408 cihani_bilican] Lê wakî we pê li dînê min kir û we gotinên min pêpes kir, Xudê kem hûnê tendurust herin û nivîşkan bizivirin. [9409 cihani_bilican] Kerrî got: »De bêje ka tu yê çi bêjî?!« Werdekê bi dilekî kul weha ji kurên xwe ra got: [9410 cihani_bilican] Hey wî wî...hey wî wî... Lawo hûnê herin li çiyayê qilîç, niha koçer derketine li wan zozanan... Xweş tê dengê şivan û bexvan û wan gavanan... Tê kalîna berx û mîh û barîna kar û bizin dengê berodanan... Galegala pincarçin û bêrîvanan... Zarezara dengbêj û bilûrvanan... Nalanala dilbirîn û evîndaran... Hokehoka revîvan û hêştirvanan... Lawo hêştirên koçeran belav dibin li wan beyaran... Li peyê hêştiran digerin kudikên şîrmij weke zaran Hûn û Xudê û habînan, kudikên hêştiran ser jê nekin hûn çi caran... Lawo hêştir timî tim li nava qîfaran da ew dimînin... Li nava qîfaran da, qîfarên jahrî wê hêşînin... Qîfarên jahrî yê li hêt û saxiriyên hespên we ra herin, tê da wê [9411 cihani_bilican] bimînin... Yê paşê kêm û edab bigire, bibe kewnebirîn, jehrê li bedena hespên we [9412 cihani_bilican] bigerînin... Hespên we yê zarincî bin, hûnê li nava xelkê da peya wê bimînin... Lawo li dû kudikan nekevin hespên xwe newestînin.... Kudik guneh in, wan çi caran ser jê nekin, neêşînin... [9413 cihani_bilican] Çi caran kudikan ji makan hûn neistînin... [9414 cihani_bilican] Hûn û Xudê çi caran destên mak û kudikan ji hev neqetînin... [9415 cihani_bilican] Çawa ko Emer Axa û Eyşan destê min û we jev diqetînin... [9416 cihani_bilican] We xeşîman bi şer li ser xalan da wê dişînin... [9417 cihani_bilican] Hey wî wî.......şêrên min nezan in, neguhdar in hey wî wî.. [9418 cihani_bilican] Kerrî got: [9419 cihani_bilican] »Dayê ev yek!« [9420 cihani_bilican] Werdekê dest pê kir benda duyê weha ji wan ra got: [9421 cihani_bilican] Hey wî wî .... [9422 cihani_bilican] Lawo hûnê herin beriya Şengarê germ e germistane... [9423 cihani_bilican] Besta bê ave, xîze xîzistan e... [9424 cihani_bilican] Xîza hûre li ser çîpên wan hespan e... [9425 cihani_bilican] Tûmên hewşanê tek û tûkan li dûr va tên xûyan e... [9426 cihani_bilican] Hey wî wî hey wî wî... [9427 cihani_bilican] Lawo hûnê herin berî evaran bakê li we rabe... [9428 cihani_bilican] Tûmên hewşanê dê li ber babe... [9429 cihani_bilican] Dê bibe şingîna kara xezalê li ber rabe... [9430 cihani_bilican] Lawo bila şîretên min pîredayê li guhên we da be... [9431 cihani_bilican] Li dû karên xezalan nekevin, karên xezalan bêwayîkin, li dû kuştina karên xezalan ra kes mirazê xwe şa nabe... [9432 cihani_bilican] Hey wî wî hey wî wî... [9433 cihani_bilican] Kero lawo wa nabe, delalo wa nabe, Xudê kem qet wa nabe... [9434 cihani_bilican] Her çend ko hespên we bezan e, kara xezalê li ber xelas nabe.. [9435 cihani_bilican] Lê kara xezalê dê besta xîzê xelas bike, ber bi kevirên çeqmaqan da ew duta be... [9436 cihani_bilican] Kevirên çeqmaqan tûj in, nalwejen in, simên hespan dibirin, bi zede dikin, simê wana çi caran serast nabe... [9437 cihani_bilican] Hûn û tîra rojê, hûnê li peyê karên xezalan nekevin, simên hespên we yê zede bigirin, li rojên qawimeqûtên giran da, li meydanên şeran da, li hawarî û gaziyan da, yê we li erdê bihêlin, dostê bigirîn, dijminê li we şa bin... [9438 cihani_bilican] Hey wî wî hey wî wî.... [9439 cihani_bilican] Kerrî got: [9440 cihani_bilican] Dayê ev e dudu! [9441 cihani_bilican] Werdekê dîsan dest pê kir, şîreta sêyan weha li wan kir: [9442 cihani_bilican] Hey wî wî hey wî wî... [9443 cihani_bilican] Lawo dil û cergê minê pir bi kul û tev birîn in... [9444 cihani_bilican] Hûnê herin kaniya rêvînga, li ser gola Eynolhayê şev bimînin... [9445 cihani_bilican] Hûnê bikevin xewê, xew û xewnên westiyayan pir şirîn in... [9446 cihani_bilican] Nijdî û Sosikê qeyd û bendan biqetînin... [9447 cihani_bilican] Ewanê pê avên golegeniyan wê bimînin... [9448 cihani_bilican] Îca hûnê li nava dijminan da peya bimînin... [9449 cihani_bilican] Hûnê dilên dostan biêşînin, dijminan bi xwe bikenînin... [9450 cihani_bilican] Hey wî wî hey wî wî... [9451 cihani_bilican] Gava ko Werdekê navê gola Eynolhayê û kaniya rêvîngan û golegeniyan hanî, Neimeti guçkên xwe beliqandin û gotinên Werdekê li ber xwe da dupate kirin: Golegenî, golegenî. [9452 cihani_bilican] Gola Eynolhayê, Gola Eynolhayê... [9453 cihani_bilican] Werdekê her sê şîret li kurên xwe kir û dizgîna mahîna Barxane zivirand. [9454 cihani_bilican] Kuliki gazî kirê dayê tu û Xudê ca neçe! [9455 cihani_bilican] Dema ko em li mala xalên xwe hatin, em zaro bûn. [9456 cihani_bilican] Baş nayê bîra me. [9457 cihani_bilican] Hînga malên wan li Şengarê bû. [9458 cihani_bilican] Gelo niha jî malên wan li wir danîne yan warên xwe guhestin e. [9459 cihani_bilican] Yek jî ev a demanekî pir dirêj e me xalên xwe nedîtine. [9460 cihani_bilican] Me reng û rûyên xalên xwe ji bîr kirine. [9461 cihani_bilican] Ca bi dilovaniya xwe nîşanên xalên me wargehê wan ji me ra bêje, paşê here! [9462 cihani_bilican] Werdekê serê mahîna Barxane li ser wan da zivirand û dîsan her bi stiran ji wan ra weha nîşanên xalên wan şirove kir: [9463 cihani_bilican] Hey wî wî .... [9464 cihani_bilican] Lawo ezê ji te ra bêjim nîşanên xalan baş li bîra xwe da tu hilîne... [9465 cihani_bilican] Êla Eliyê Siwaran hefthezar û heftsed mal e, li ber çemê Mûsilê ew datîne... [9466 cihani_bilican] Konên xalên we heft hebin, dûrî wan li girê kolotan da wê vegirtîne... [9467 cihani_bilican] Her tim li ber derên konan ew rûniştîne... [9468 cihani_bilican] Serguhên wan li ser hawarî û gaziyan wê dimîne... [9469 cihani_bilican] Mehnegiyên wan bozên xalxalîn e.... [9470 cihani_bilican] Zîn kirî û amade li hêşiyan konan da tewldayî ne... [9471 cihani_bilican] Rimên wan li jehriya marên reş da kildayî ne... [9472 cihani_bilican] Li ber derê konan da şêlandî ne... [9473 cihani_bilican] Lawo kumên xalên we kolozên zopin, tiftîkî ne... [9474 cihani_bilican] Şeirên reşî şivî şivî li dorê alandî ne... [9475 cihani_bilican] Kurkên wan merezên Hezoyî ne... [9476 cihani_bilican] Her serikek qelûnên wan doxek tutûna Mûşê wê hiltîne... [9477 cihani_bilican] Gava ko hûn çûn Gola Eynolhayê, Qîracê daran, besta berî û berîstanê, wan pê bihesîne... [9478 cihani_bilican] Xwe bi wan dengî bikin, bila pişta we bimîne... [9479 cihani_bilican] Zedeya we li destên wan da nebe, talaşa we ji êla Mîrê Ereban qet tunîne... [9480 cihani_bilican] Evê gotina Werdekê li tengala Kerrî girt û Ker ji dil êşiya û gote Werdekê: [9481 cihani_bilican] »Dayê me bi xalên me netirsîne. [9482 cihani_bilican] Golikên malê ji gayên malê natirsin. [9483 cihani_bilican] Ez ne talaşê ji êla Mîrê Ereban digirim, ne jî ji heft birayên te. [9484 cihani_bilican] Ez çi caran serê xwe ji birayên te ra xwar nakim û çi caran jî xwe bi wan nadim nasandinê. [9485 cihani_bilican] Tu wisan dikî bila sibê birayên te bêjin, em nebana herdu kurên Silêmanî tenê nikarîn bihatana beriya Şengarê û ev mêraniya bikirana û mahîna Bilîcan bibirana. [9486 cihani_bilican] Xudê tu lap dilniya be, ez ne xwe bi wan didim nasandinê û ne jî dihêlim Kulik xeberekê li ser wan da rê ke. [9487 cihani_bilican] Tu hê bitirse ko ez bi wan ra hev nexim jî. [9488 cihani_bilican] Dilê Werdekê ji vê bersiva Kerrî êşiya. [9489 cihani_bilican] Werdek sincirî. [9490 cihani_bilican] Xûnê xwe da serê wê. [9491 cihani_bilican] Çavên wê reş û tarî bûn. [9492 cihani_bilican] Cîhan lê bû çêrmê cûncikê. [9493 cihani_bilican] Serê wê gêj bû, li ber hêrs û tûretî yê weha bi tan û niç li Kerrî zivirand: [9494 cihani_bilican] Hey wî wî hey wî wî ... [9495 cihani_bilican] Lawo her heft xalên we eluh û di laçîn in... [9496 cihani_bilican] Sorên çavhêşîn in... [9497 cihani_bilican] Kurdên bavêzdîn in... [9498 cihani_bilican] Mêrxasin del û dîn in... [9499 cihani_bilican] Xudanên zergê xezebîn in... [9500 cihani_bilican] Xweyê xencerên devpane tetik zîvîn in... [9501 cihani_bilican] Bi şûr û mertal û kulavqotên asinîn in... [9502 cihani_bilican] Serê rimên wana çar tilîkan li jehrê da kildayîn in... [9503 cihani_bilican] Serîkî rimên wan li erdêye, serê dî li ber perê asimîn in... [9504 cihani_bilican] Çi mêran li ser xwe ra nahebîn in... [9505 cihani_bilican] Li rastan diniqînin, li çepan derdixîn in... [9506 cihani_bilican] Suwarên mehnegiyên bozên xalxalîn in... [9507 cihani_bilican] Dêlên mehnegiyên wana qamçîkîn in... [9508 cihani_bilican] Çîpên wan qulingîn in... [9509 cihani_bilican] Hêtên wan sebedîn in... [9510 cihani_bilican] Simên wan kodikîn in... [9511 cihani_bilican] Nalên wan zêrîn in... [9512 cihani_bilican] Mixên wan zîvîn in... Guhê wan kevçîkîn in... Pozên wan zerikîn in... Sîngên wan defên derwêşîn in... Piştên wan zînkîn in... Navtengên wan tajîkîn in... Derejoran dimeşîn in... Serhevrazan dihejîn in... Meriyan li heft newal û heft nepeniyan digerînin... Eger tu xwe bi wan nedî nasîn, ewê heft zergan li navmilên te bixînin... Yê şîrê min dêranê ji pozê te ra bînin... Dema bi xatirê we lawo sax bimînin... Hey wî wî, hey wî wî... [9513 cihani_bilican] Ker li van pesin û tirsên ko dayîka wî lê da, pir nerehet bû. [9514 cihani_bilican] Li ser dayîka xwe da qîriya û gotê: [9515 cihani_bilican] Dayê ez Kerr îm, Kerê dîn im... [9516 cihani_bilican] Mija rû erdê û asimîn im... [9517 cihani_bilican] Nebiyê Silîv begê kurê Silêmîn im.... [9518 cihani_bilican] Ez lawê te Werdeka dîn im... [9519 cihani_bilican] Ji maleka xerab nîn im... [9520 cihani_bilican] Çi mêran li ser xwe ra nahebînim... [9521 cihani_bilican] Ji bilî Perîşanê çi kiçan ez nastînim... [9522 cihani_bilican] Ezê şeş xalên xwe bikujim, giyanê şirîn ji wan bistînim... [9523 cihani_bilican] Didanê yê biçûk hemûyê bikişînim... [9524 cihani_bilican] Ewî dîl bikim, ji te ra bînim... [9525 cihani_bilican] Tu nikarî bi du pirsan min bixapînî... [9526 cihani_bilican] Xwarziyan ji xalan bitirsînî... [9527 cihani_bilican] Li nîviya rê da min bizivirînî... [9528 cihani_bilican] Dost û dijminan bi min bikenînî... [9529 cihani_bilican] Dayê xatirê te sax bimîne... [9530 cihani_bilican] Bûka dest bi hine li hîviya te va dimîne [9531 cihani_bilican] Bizivire li rêka xwe nemîne... [9532 cihani_bilican] Kuliki dîna xwe dayê Ker bi tundî bersiva dayîka xwe dide. [9533 cihani_bilican] Banzda nav stirana Kerrî û dengê xwe li ser dengê Kerrî xist û li ser teqil û kêşa stirana wî da weha ji dayîka xwe ra got: [9534 cihani_bilican] Dayê tu bikî bi xatirê Yezdanê mezin, mishefa reş û şêx Şemdîn e... [9535 cihani_bilican] Bila dilê te ji kurên te nemîne.. [9536 cihani_bilican] Tenê ji me ra bide salixê Bilîcanê, kanê ew çawa mihîn e... [9537 cihani_bilican] Rengê wê çawa ye, li kû dimîne... [9538 cihani_bilican] Belkî Ker here ewê ji Emer Axayî ra bîne... [9539 cihani_bilican] Perîşanê bi helaliya Xudê jê distîne [9540 cihani_bilican] Dayê bi xatirê te sax bimîne... [9541 cihani_bilican] Here li ber malê, bûka ser bi xêlî li hîviya te dimîne... [9542 cihani_bilican] Werdekê keserek kûr rakişand û li bersiva Kuliki da weha got: [9543 cihani_bilican] Hey wî wî, hey wî wî... [9544 cihani_bilican] Lawo dilê minê kîn e kîn e... [9545 cihani_bilican] Serê dilê min kul e, binê dilê min birîn e... [9546 cihani_bilican] Lawo Bilîcan mahîneke bozeşîn e... [9547 cihani_bilican] Minê nav û dengên wê li meyteran bihîstîne... [9548 cihani_bilican] Dibêjin xaleke sipî li ser gurçika wê ya rastê dimîne... [9549 cihani_bilican] Rojê heft, heşt nobedar li ber sekinîne... [9550 cihani_bilican] Tenê rojên eyniyan meyter ewê li axura wê dertîne... [9551 cihani_bilican] Li ser bîra biniya malan, av dide, demekê digerîne... [9552 cihani_bilican] Lawo ta kû Kero xwe bi xalan nehesîne... [9553 cihani_bilican] Ker patika xwe dibîne, Bilîcanê bi çavên serê xwe nabîne... [9554 cihani_bilican] lawo de bi xatirê te sax bimîne... [9555 cihani_bilican] hey wî wî hey wî wî.... [9556 cihani_bilican] Ker keniya û got: [9557 cihani_bilican] »Dayê ez destên te radimûsim, ko te salixê Bilîcanê ji me ra da. [9558 cihani_bilican] De bi xatirê te.« [9559 cihani_bilican] Vêca bi vê gotinê ra li Hasûxan û Pasûxan heytand û got: [9560 cihani_bilican] Kuro pêşiya pêroyan berdin. [9561 cihani_bilican] Dereng e. [9562 cihani_bilican] Em gelekî gîro bûn. [9563 cihani_bilican] Îca digel gotina xwe serê Sosikê ber bi oxir kir. [9564 cihani_bilican] Werdekê jî kor û poşman patika xwe xurand û serê mahîna Barxane li ser rêka xwe da zivirand. [9565 cihani_bilican] Mahîna Barxane dil nedikir, li cotên caniyên xwe biqete. [9566 cihani_bilican] Werdekê mahmizek lêda û ew ber bi rê zivirand. [9567 cihani_bilican] Bû şîhîna mahîna Barxane û kete rê. [9568 cihani_bilican] Li dû ra herdu caniyên wê jî şîhiyan. [9569 cihani_bilican] Hê koça Ker û Kuliki rasterê nebibû ko Werdek li nava toz û dûmanê da li ber çavan wenda bû jî. [9570 cihani_bilican] Werdek bi dilekî kul û serekî pir bi dûman li cotên kuran qetiya. [9571 cihani_bilican] Agir li serê wê ketibû. [9572 cihani_bilican] Çi tişt li dest wê nedihat. [9573 cihani_bilican] Der û deşt û çil û çiya ji xwe ra dijim û neyar dizanî. [9574 cihani_bilican] Eger bikarîba, yê hema niha yeksere bajota ber derê mala Emer Axayî û hêrişî ser wî bikira û ew bida ber şûran. [9575 cihani_bilican] Lê her çend ko bi hêza mil û baskên xwe va qerah bû jî, tenê bû. [9576 cihani_bilican] Pêşiyan gotine destê tenê bêdeng e. [9577 cihani_bilican] Siwarek tenê tozê ranake. [9578 cihani_bilican] Bi xaran dajot. [9579 cihani_bilican] Çavên wê li ber kerb û kînê reş û tarî bibûn. [9580 cihani_bilican] Li ber piyên xwe nedidît. [9581 cihani_bilican] Li cîhana bîr û hizrên aloz da bû. [9582 cihani_bilican] Meydana şerê xwe bi xwetiyê bi çavên serê xwe didît. [9583 cihani_bilican] Dihate ber çavên wê ko kurên wê û birayên wê çawa li ber hevdu vedipelişin. [9584 cihani_bilican] Çawa li ciyekî bêtune, li ser tûyî tune xûna hevdu dirijînin û meydanê ji Emer Axayî û yên wekî wî ra fire dikin. [9585 cihani_bilican] Şerê xal û xwarziyan, şerê xwe bi xwetiyê, rîşala kotîbûnê, kula neman û ji navçûnê bi çav didît û ji dil dinalî. [9586 cihani_bilican] Şingîna riman, xuşîna şûran, givegiva tîran, nalenala birîndaran li nav serê wê da deng vedida. [9587 cihani_bilican] Xûna sor li ser herdu kurên wê û her heft birayên wê ketibû. [9588 cihani_bilican] Termên xal û xwarziyan li meydana şeri da rêz li ber hev didît. [9589 cihani_bilican] Nizanî yê pêş da li ser kîjanê bigirî. [9590 cihani_bilican] Li ser termên cotên kuran, yan li ser termên her heft birayan. [9591 cihani_bilican] Ev term ji bo çi ketine. [9592 cihani_bilican] Ji bona çi ev hemû mêrên me, ev hemû kurên me, ev hemû birayên me bi destên hevdu têne kuştinê. [9593 cihani_bilican] Her tenê ji bo berjewendiya dijminê gel û welat e. [9594 cihani_bilican] Ji bo wê hindêye ko axa û begên weke Emer Axa ko bi destên bîhaniyan hatine li ser skura gel siwar bûne, bi sanahî û li xweşiyê da bijîn. [9595 cihani_bilican] Rastî Ker û Kulikê wê ji bo çi ketibûn rê. [9596 cihani_bilican] Axo bona evîna Perîşanê bû. [9597 cihani_bilican] Ne Perîşan wa hatibû li mala wê da rûniştibû. [9598 cihani_bilican] Bêhişiya kurên wê bibû heger, ko Emer Axa bikare ji wan behre û kara ne li cî da vegire. [9599 cihani_bilican] Ewan wekî bûkilan li destên xwe da bireqisîne. [9600 cihani_bilican] Li rêyekî digeriya ko vê gîrodariya mala xwe çareser bike. [9601 cihani_bilican] Lê çi rê û çare nedihatin bîrê. [9602 cihani_bilican] Yê ko da biçûya û gazindên xwe bi kê bikira. [9603 cihani_bilican] Hindî dihate bîrê her temenê wê û kal û bavên wê û mêrê wê li şer û cengên xwe bi xwetî yê da bêçine bihorîbû. [9604 cihani_bilican] Bixwe ji devê Xudêlêxweşbûyê Silêmanî bihîstibû ko bavê wî Eliyê Silîv begê bi destên dexesan hatibû kuştinê. [9605 cihani_bilican] Hindî dihate bîrê û hindî ko mezinan ji wê ra salix dabûn, her mêr û mêrxasên wan bi destên hev, bi pîlanên dijminan hatibûn kuştinê. [9606 cihani_bilican] Şer her şerê xwe bi xwetiyê bû. [9607 cihani_bilican] Kîjan rûper ji mêjûya gel û welatê xwe vedikir, rastî pîlanên neyaran û şerên xwe bi xwetiyê û hevdu kuştina kal û bavan dihat. [9608 cihani_bilican] Bixwe jî bibû hegera mirina gelek pehlewan û xweşmêran. [9609 cihani_bilican] Gelek pehlewan jî li bin daxên wê da derneketibûn. [9610 cihani_bilican] Gava ko ev yekana hate bîra wê, beda wê ji xwe û ji hemû kesên ko dibin hegera şerên xwe bi xwetiyê hat. [9611 cihani_bilican] Lê nizanî yê çi bike. [9612 cihani_bilican] Çi tişt li destên wê nedihat. [9613 cihani_bilican] Li cîhana bîrên tal û aloz da bû, ko dengk li ber guçkên wê ket. [9614 cihani_bilican] Dîna xwe dayê, ko dîwane Cindî waye Postekî pezkûviyan avîtiye navmilên xwe. [9615 cihani_bilican] Keşkûla wî li mili da, telbika wî li desti da, siwarê qure bergîrê xwe bûye û beyta Las û Xezalê dixûne û bi miqamê wê ra li telbikê dide û ber bi wê tê [9616 cihani_bilican] Dîwane Cindî yekî reşî qirtîş, çîlaçîzkî, qorî qoq û bejinbuhostî bû. [9617 cihani_bilican] Ridîna wî ya reşe zîl ta ser sîngê wî dihat. [9618 cihani_bilican] Ewî her dem porên serê xwe bînanî keziyên jinan vedihûna û li dora serê xwe dialand. [9619 cihani_bilican] Mirovî ko li dûr va lê mêze bikira, mirovê bigota qay xavikeke reşe gircîgircî daye serê xwe. [9620 cihani_bilican] Gava ko çavên dîwaneyi bi Werdekê ket. [9621 cihani_bilican] Li serê rêya Werdekê rawesta û dengê zikirxana xwe bilindtir kir. [9622 cihani_bilican] Dema ko Werdekê dîwane dît, serê mahîna Barxane berev kir û dizgîna wê hilkişand. [9623 cihani_bilican] Li ber serê bergîrê dîwane rawesta. [9624 cihani_bilican] Destê xwe li ber pişta xwe gerand, xwest ko keşkûla dîwane bidê û pê ra jî gote dîwane: [9625 cihani_bilican] Dîwanê xoşdevî ji te ra oxir be! [9626 cihani_bilican] Oxira xêrê be Werdeka pehlewan! [9627 cihani_bilican] Dîwanê hêja tu yê weha bi oxir kû da herî? [directspeech cihani_bilican] Werdek dema zozanan e. [9628 cihani_bilican] Ez li nav êlan digerim û keşkûla xwe berev dikim. [9629 cihani_bilican] Ezê her weha li berekê da bikevimê ta Şengarê herim. [9630 cihani_bilican] Gava ko dîwane got ezê ta Şengarê herim, hizrek weke çirûskekê li na-va serê Werdekê da vêket. [9631 cihani_bilican] Pisrî: [directspeech cihani_bilican] Heylo ta Şengarê!? [9632 cihani_bilican] Erê ez her sal jî her ji Sîpanê Xelatê ra dest pê dikim û ta Şengarê diçim. [9633 cihani_bilican] Xudê dîwane tu jî xweş digerî. [9634 cihani_bilican] Gelo tu li Şengarê diçî mala zarên Hesê Dûdêyî jî? [9635 cihani_bilican] Gelo tu wan dinasî? [9636 cihani_bilican] A, a, ez her sal diçime mala wan. [9637 cihani_bilican] Kê heye ko her sal li nav êl û hozên kurdan bigere û nav û dengên kurên Hesê Dûdêyî, nav û dengên her heft pehlewanên navdar nebihîze? [9638 cihani_bilican] Ez her sal diçime mala Êzdîn û birayên wî. [directspeech cihani_bilican] Dîwanê delal li her oxirê da çend dibe destvehata te? [directspeech cihani_bilican] Bi yezdan kem qet ez jî nizanim. [9639 cihani_bilican] He Xudê her çi kiribe pişka me. [9640 cihani_bilican] Ya me seyrana cîhanê ye, ne malê dinyayê. [9641 cihani_bilican] Baş e dîwanê delal, li her oxirê da bîst zêrekî tu berev dikî? [9642 cihani_bilican] Na bi yezdan kem! [directspeech cihani_bilican] Dîwanê delal, ezê çil zêrî bidim te, bi wî mercî ko tu li çi derî gîro nebî û rast herî Şengarê. [9643 cihani_bilican] Nameyek min heye li wê derê bigehîne destê Êzdînî. [9644 cihani_bilican] Gava ko dîwane navê çil zêrî bihîst, hindik mabû xwe bezir bikira. [9645 cihani_bilican] Çil zêr pareyekî hindik nibû. [9646 cihani_bilican] Keşkûla dîwane ya çar pênc salan jî zêdetir bû. [9647 cihani_bilican] Dîwane bi dengekî nebawerane got: [directspeech cihani_bilican] Bilanê! [9648 cihani_bilican] Ser çavan! [9649 cihani_bilican] Dîwane û Werdek herdu li ser rê derketin û li rex rê Werdek li mahîna Barxane peya bû û dizgîna wê da destê dîwane Dîwane jî hema wisan li ser pişta bergîrê xwe ye. [9650 cihani_bilican] Vêca Werdekê destê xwe kirê ber şala xwe û kaxet û qelem deranî û ev nameya ji birayên xwe ra nivîsî: [9651 cihani_bilican] Birayê minî xoşdevî Êzdînê delal! [9652 cihani_bilican] Ez li rêka dûr û li welatê xerîb û bêkesiyê da te ji dil û can silav dikim û destên te radimûsim. [9653 cihani_bilican] Eva demanekî pir dirêje, me agah ji hevdu nîne. [9654 cihani_bilican] Ez dizanim hegera wê hindê çî ye. [9655 cihani_bilican] Şerên hozgelî û eşîretiyê, şerên xwe bi xwetiyê bûye heger ko li dirêjaya vî demanî da em neşên hevdu bibînin. [9656 cihani_bilican] Heger hûn dixwazin li rewşa min agadar bin, sipas ji yezdani ra, ko ez başim. [9657 cihani_bilican] Her dû xulamên we jî êdî mezin bûne û bûne cotek xortên gihîştî. [9658 cihani_bilican] Rûyê min li bin piyên te be! [9659 cihani_bilican] Vira dilê Kerrî ketiye qîza Emer Axa yê Milî. [9660 cihani_bilican] Emer Axa jî hez dike. [9661 cihani_bilican] Lê qelenê qîza xwe Bilîcana Mîrê Ereban xwestî ye. [9662 cihani_bilican] Eve du sê roj in ko Ker û Kulik ber bi zomeyên we rê ketine. [9663 cihani_bilican] Ez ditirsim ewan bên, li wê derê û cewantî û nezantiyê bikin. [9664 cihani_bilican] Ez tikayê ji te dikim, bi her cureyî ko dibe, Bilîcanê ji Mîrê Ereban bistîne bide herdu xwarzayên xwe bila ji Emer Axayî ra bînin. [9665 cihani_bilican] Da kû mirazê wan li nîviya rê da nemîne. [9666 cihani_bilican] Ez giştî zarên binemalê silav dikim. [9667 cihani_bilican] Destên mezinan û çavên biçûkan radimûsim. [9668 cihani_bilican] Ez bendî arîkarî û bersiva te me. [9669 cihani_bilican] Xûşka te Werdek [9670 cihani_bilican] Werdekê destîneya xwe avîte binê namê û name niviştkî qet kir û ew da [9671 cihani_bilican] destê dîwane û li dû ra dest avîte ber pişta xwe û kîsikekî çil zêrî li ber pişta xwe derxist û da destê dîwane û gotê: [directspeech cihani_bilican] Hanê ev jî bexşîşa te! [9672 cihani_bilican] Tikaye dîwanê delal şevê bike roj û rojê jî bike şev û li çi ciyan raneweste. [9673 cihani_bilican] Îsal keşkûlê berev neke. [9674 cihani_bilican] Tu ko li bal mala birayê min zivirî ezê dîsan jî pişka te bidime te. [9675 cihani_bilican] Ez dîsan jî daxwazê ji te dikim, tu bi bextê pîrê xwe bikî, li çi deran gîro nebe û rast here mala Êzdîni. [directspeech cihani_bilican] Bêy gotin. [9676 cihani_bilican] Tu lap dilniya bibe. [9677 cihani_bilican] Ezê her niha da rê bikevim. [9678 cihani_bilican] Dîwane û Werdekê xatirê xwe ji hev xwestin. [9679 cihani_bilican] Bergîrê dîwane her weş lê diket. [9680 cihani_bilican] Gava ko Werdekê li rewşa bergîrê dîwane nihêrî, li dilê xwe da got: Yezdan kem ev bi wî bergîrî qet salekê jî nikare here beriya Şengarê û bizivire. [9681 cihani_bilican] Li dû dîwaneyî ra kire gazî: [directspeech cihani_bilican] Dîwanê delal! [9682 cihani_bilican] Dîwanê delal! [9683 cihani_bilican] Bi dengê Werdekê ra dîwane wehimî û dizgîna bergîrê xwe hilkişand û bi nihêranî bersiv da: [directspeech cihani_bilican] Fermo Werdek! [9684 cihani_bilican] Dîwane we hizirî ko Werdek ji bexşîşa xwe poşman bûye. [9685 cihani_bilican] Ustuyê xwe xwar kir û li ser Werdekê da zivirî. [9686 cihani_bilican] Werdekê gotê: [directspeech cihani_bilican] Dîwane ez dîna xwe didimê hespê te bêkêr e. [9687 cihani_bilican] Were em hespên xwe lêk biguherin. [9688 cihani_bilican] Ev hespê te yê ta beriy Şengarê te dernexe. [9689 cihani_bilican] Tu li mahîna Barxane siwar be û ezê jî li hespê te. [9690 cihani_bilican] Lê tu bixwe dizanî mahîna Barxane maka Sosik û Nijdî ye, haya te baş lê be ha! [9691 cihani_bilican] Eger tu bi xêr û xweşî zivirî, ezê dîsan jî bexşîşa te bidim. [9692 cihani_bilican] Dîwane bawer nedikir. [9693 cihani_bilican] We hizirî ko Werdek wiya dixapîne û bi serê wî dikene. [9694 cihani_bilican] Lê nizanî ko bona kuran agir bi serê wê ketiye. [9695 cihani_bilican] Mahîna Barxane ko çi tişt nîne, eger dîwane konê çil stunî jî bixwaze Werdek nabêje na. [9696 cihani_bilican] Hespên xwe lêk guhorîn. [9697 cihani_bilican] Devê dîwane li ber şabûna vekirî mabû. [9698 cihani_bilican] Werdekê dîsan xatirê xwe ji dîwane Cindiyî xwest û ber bi mala xwe zivirî. [9699 cihani_bilican] Dîwane xwe li ser pişta mahîna Barxane nedigirt. [9700 cihani_bilican] Hindik mabû mahînê ew birevanda. [9701 cihani_bilican] Lê dîwane bi zorê xwe li ser pişta wê bi qaşa zînî va girt û dizgîna wê berev kir. [9702 cihani_bilican] Pêşiya gotine : kurmên şîrî, her ta pîrî. [9703 cihani_bilican] Hindek kar ji bo mirovan dibin xû û xide. [9704 cihani_bilican] Çi hêz û çi şiyan û viyan neşê karên wisan ko kirina wan li mejiyê hestikên mirovî da rûniştine, derîne. [9705 cihani_bilican] Eger kesek fêrî kiriyarekî bû. [9706 cihani_bilican] Eger kiriyrek ji kesekî ra bû kiriyarên rojane, êdî neşê dest ji wî karî bikişîne. [9707 cihani_bilican] Her çend bixwaze jî, lê li destên wî bixwe da nîne. [9708 cihani_bilican] Hêzek serayî hemû hêzan mirovên xûgirtî bi gişt hêza xwe va ber bi kirina wî kiriyarî pal dide. [9709 cihani_bilican] Xudanê kiriyarên weha her çend bi giştî hêza leş û heşê xwe dixwaze dest ji wî karî bikişîne, lê li ser nakeve qet, belkû ji bo kirina wî karî ji berê tamarezûtir jî dibe. [9710 cihani_bilican] Dîwane Cindî jî li dirêjaya temenê xwe da, fêrî geriyana nava êl û zome û gundan bibû. [9711 cihani_bilican] Sala ko dîwane neketa rêza zome û gundan, nexweş diket. [9712 cihani_bilican] Serêşiyê digirt. [9713 cihani_bilican] Dermanê wê serêşiya wî geriyan bû. [9714 cihani_bilican] Bixwe her dem digot: Geriyan dermane, qismet li ser piyane. [9715 cihani_bilican] Gera bi telbik û postê pezkûviyan û keşkûlê ji dîwane Cindî ra bibû xû û xideyê her salî. [9716 cihani_bilican] Dîwane nikarî terka wî xideyê xwe bikira. [9717 cihani_bilican] Nanê deriyan ketibû zikê wî. [9718 cihani_bilican] Ew fêrî nanê muftê bibû. [9719 cihani_bilican] Fêrî seyran û geriyan û telbiklêdan û beyt û helbestxwendinê bibû. [9720 cihani_bilican] Gava ko ji Werdekê qetiya, biriyar girt ko çawa Werdekê sipartibûyê, şevê bike roj û rojê bike şev û xwe zû bi mala Êzdîn pehlewan ra bigehîne û nameya xûşka wî bigehîne destî. [9721 cihani_bilican] Lê hê du çivaneya rê neçûbû, ko dengê pezên koçeran li ber guhên wî ket û dilê wî ji bo seyrana nav zomê û xwendina çend beyt û helbestan lerizî. [9722 cihani_bilican] Dilekî gotê ca here serekî li vê zomê bide, paşê. [9723 cihani_bilican] Dilekî jî gotê na, Werdekê sipartiy min ko zû herim. [9724 cihani_bilican] Dilê wî tijî xuşoşe bû. [9725 cihani_bilican] Herim yan na? [9726 cihani_bilican] Na neçim. [9727 cihani_bilican] Ezê herim çi? [9728 cihani_bilican] Lê dîsan li dilê xwe da got: Hê zû ye, ca bihêle ez serekî jî li vê zomê bidim, paşê. [9729 cihani_bilican] Mahîna Barxane li bin min da ye. [9730 cihani_bilican] Ezê herdu heftiyan da xwe bi beriya Şengarê ra bigehînim. [9731 cihani_bilican] Dîwane serê mahîna Barxane li ser zomê da zivirand. [9732 cihani_bilican] Li biniya malan peya bû. [9733 cihani_bilican] Dizgîna mahîna Barxane ra girt û helbesteke evîndariyê bi miqamekî şad xwend û pê ra dest pê kir li telbikê da. [9734 cihani_bilican] Piştî helbestê xelkê zomê li dorê berev bûn. [9735 cihani_bilican] Her kesî jê ra tiştek dihanî. [9736 cihani_bilican] Çend kesan jî mahîna Baxane nas kirin: [9737 cihani_bilican] Dîwane te ev mahîna ji kêderê haniye? [9738 cihani_bilican] Pîrê min gîhand. [9739 cihani_bilican] Dîwane li wê zomê ber bi zomeyeke dî. [9740 cihani_bilican] Li zoma dî ber bi yeke dî çû û kete rêza zomeyan. [9741 cihani_bilican] Da kû li zomeyekê da bikirrek ji mahîna Barxane ra peyda bû. [9742 cihani_bilican] Erê kurro ez û mahîna Barxane? [9743 cihani_bilican] Hemû vê mihînê nas dikin, yê bêjin ka min diziye, çawa! [9744 cihani_bilican] He ya baş ew e ko ji xwe ra bifiroşim. [9745 cihani_bilican] Werdekê he bixwe jî gotiye min eger te nama min gîhande destê birayê min û tu zivirrî ezê pêşkêş û bexşîşek dî jî bideme te. [9746 cihani_bilican] Ezê he herrim û nama wê jî bidim birayê wê. [9747 cihani_bilican] Îca Werdekê çi li min bike. [9748 cihani_bilican] Dîwane bi van hizran mahîna ko her piyekî wê bi sed zêrran bû, bi deh zêrran û bergîrekî ra guherrî. [9749 cihani_bilican] Suwarê bergîrê xwe bû û weke hersal kete rêza zomeyan û li evîna gerriyan û keşkûlberevkirinê da, nama Werdekê û bisparteya wê jî lap ji bîr kir. [9750 cihani_bilican] Ev demanê çend rojan e ko koça kurên Werdekê li rê ketiye. [9751 cihani_bilican] Hindî berjêr diçin, hind diçe, rê û dirb, çil û çiya ji wan ra nenasiyar tên. [9752 cihani_bilican] Daketine besteke nenas. [9753 cihani_bilican] Koç li rê ketiye. [9754 cihani_bilican] Karwanî li rê da nin. [9755 cihani_bilican] Lawên Werdekê ber bi beriyê rê ketine, lê ev çendik û çend roj in hê çiyayên ser bilind kuta nekirine. [9756 cihani_bilican] Çiyayekî li pişt serên xwe ra dihêlin, çiyayekî dî li ber wan derdikeve. [9757 cihani_bilican] Geliyekî kuta dikin, geliyekî li wî kûrtir li ber wan devê xwe vedike. [9758 cihani_bilican] Gelek caran digîjin serê duriyanan nizanin yê li kî alî da herin. [9759 cihani_bilican] Li serê duriyanan dimînin, radiwestin, bêhna xwe distînin. [9760 cihani_bilican] Pêroyên xwe diçêrînin û hîviyê dimînin, ta ko rêviyek, rêbiwarek, karwaniyek, şivanek, gavanek li wan derkeve û ji wan ra salixê rê û dirban bide. [9761 cihani_bilican] Waye li binê geliyekî da, li dilê newalekî da berjêr dibin. [9762 cihani_bilican] Ev çend şev û çend roj in, yekbîn rê hatine. [9763 cihani_bilican] Lê hewaya şeva dî pir sar bû. [9764 cihani_bilican] Ewan li ser çiyayekî pir bilind ra daketibûn binê newalekê û li binê newalê jî ber bi rastiyekê dişûlikîn. [9765 cihani_bilican] Rê li pêşberî wan da dibû du çiqan. [9766 cihani_bilican] Çiqek ber bi milê aliyê rastê diçû, ya dî ber bi milê çepê. [9767 cihani_bilican] Rêya milê rastê dikete berwareke xîştor û ber bi çiyayekî bilind, ko li raser geliyekî kûr da kolozê xwe xwar kiribû, diçû. [9768 cihani_bilican] Lê riya dinê li rex çîmen û dehleke mezin ra derbas dibû û ber bi binê deştekê diçû. [9769 cihani_bilican] Ev riya ko ber bi deştê diçû, rêyeka pan û berîn bû. [9770 cihani_bilican] Mirovî ko weha li rê dinihêrî, mirovî digot qay marekî gew r e ko li nav mêrg û çîmenan da pêş da dişûlike. [9771 cihani_bilican] Marekî gewir li nav şînikatiyeke xizik da. [9772 cihani_bilican] Vî alî, wî alî rêkê da dehl û mêrg û çîmenên rixtim û lev aliyayî bûn. [9773 cihani_bilican] Giyareşê davîte ser serê mirovan. [9774 cihani_bilican] Eger mirovekî kinik û kudûz weke Neimeti xwe li wan dehl û çîmenan bida, yê li nav da wenda biba. [9775 cihani_bilican] Taze tavê ziliqandiye deştê. [9776 cihani_bilican] Li ber tavê rewneq dikeve xunava li ser gul û giya û mêrg û çîmenan. [9777 cihani_bilican] Her libeka xunavê wekî hêsireke gir, li ser rûmetê sêviyekî, wekî libeke xûyê li ser tefeşa dildarekê, li ser pelgên giyareşe û gulbergên gulan diteyîsin. [9778 cihani_bilican] Li ber xunavê mirovî nikarî xwe li çîmen û mêrgan bida. [9779 cihani_bilican] Eger yekî nezan û nedîtî sibêdeyeke wa, bide serê wî ko ji xwe ra li nava wan mêrg û çîmenane da pêgermokê lêde, dê ta navtengê bibe av û şêlav. [9780 cihani_bilican] Dê wisan ter bibe, mirovê we bihizire ko ewî xwe bi şalî va li avê daye. [9781 cihani_bilican] Karwanê kurên Werdekê xwe dane serê duriyanê. [9782 cihani_bilican] Nizanîn yê kî alî da herin. [9783 cihani_bilican] Kerr gazî Hasûxani kir û gotê: [9784 cihani_bilican] Hema baran li ser wê duriyanê danê. [9785 cihani_bilican] Hasûxan serê qentera hêştiran zivirand. [9786 cihani_bilican] Qenter lev aliya Neimetê Îs û Êxoyê file jî çûne alî wan. [9787 cihani_bilican] Alî hevdu qentera hêştiran yêx kirin. [9788 cihani_bilican] Bû oreora hêştiran. [9789 cihani_bilican] Kef li ser devê wan ketibû. [9790 cihani_bilican] Hevalan alî hevdu kirin û barê giran li ser pişta pêroyan hilanîn. [9791 cihani_bilican] Hesp û hêstir qeyd kirin û hêştir jî bi hev va girêdan û berdane devê rê. [9792 cihani_bilican] Hesp û hêstirên birsî, giyareşa devê rê didirîtin. [9793 cihani_bilican] Lê hêştiran bêy hemdê xwe giyareşe dixwarin. [9794 cihani_bilican] Li pêşberî çîmen, fêza rêka ko ber bi çiyayê bi xîştor û zozanan diçû, lêmiştgeheke xîzelan berva diçû. [9795 cihani_bilican] Lêmiştê xîza hûr li ser hev da hirşandibû. [9796 cihani_bilican] Li nav wê lêmiştgehê da, kerbeş û kengir û qelemên hêştiran qulqulî hêşîn bibûn. [9797 cihani_bilican] Li nav qetên wan da jî hewşan li hev aliyabûn. [9798 cihani_bilican] Hasûxan gava ko dîna xwe dayê, hêştir bêy hemdê xwe giyareşê dixon, qentera hêştiran ber bi wê lêmiştgehê kişand. [9799 cihani_bilican] Dema ko çavên hêştiran li qolên kengir û qeleman ketin, wek Ecemên ko çav bi penîrê ter bikevin, hêriş birin ser wan. [9800 cihani_bilican] Her yek kete ser bêhna qoleke qîvarê da. [9801 cihani_bilican] Qolên hindek qîvaran ji gezekî jî zêdetir bilind bibûn. [9802 cihani_bilican] Hêştiran devê xwe li binê qîvaran da cî dikirin û qîvar ta serî loç dikirin û qîvar weke şivikekê rût dihêlan. [9803 cihani_bilican] Şivên qîvaran bînanî mirovên rût û tazî, mirovên ko kincên wan bi destê zorê lê hatibin şiqitandinê, dihejikîn. [9804 cihani_bilican] Vêca şîreyeke sipîçîl, bînanî şîrê bizinan seranserî wan şivikên rût didane ber xwe. [9805 cihani_bilican] Leşên şivikan sipîçîl dikir. [9806 cihani_bilican] Te digot qay her şivikekê satilek şîr li ser da rijandine. [9807 cihani_bilican] Paşî demekê ew şîrê sipî li ser şivikan dimeyî. [9808 cihani_bilican] Rengê wî berebere kesk dibû. [9809 cihani_bilican] Paşê şîr lap dimeyî û hişk dibû. [9810 cihani_bilican] Îca rengê wan şivikên rût ber bi qaweyî bûnê diçûn. [9811 cihani_bilican] He di gavekê da hêştiran wisan ew qîvarana rût kirin, seranserî besta qîvaran bû besteke şivikên rût. [9812 cihani_bilican] Te digot qay ta wê rojê çi pelg û stirîn bi wan qîvarana va nehatine. [9813 cihani_bilican] Hêstirek barbir bi qeyda xwe va li koma hesp û hêstiran qetiya û kete nava dehlê. [9814 cihani_bilican] Her çend ko herdu destên hêstirê qeyd kirî bûn, lê hêstir radibû li ser herdu piyên xwe û herdu destên xwe radikire hewa û pêş da banz dida. [9815 cihani_bilican] Careke dî dîsan gaveke dî pêş da davît. [9816 cihani_bilican] Neimetê Îs li dû hêstirê ket. [9817 cihani_bilican] Hêstirê bi dengê wî ra lap lezand û ber bi nîveka dehlê helat. [9818 cihani_bilican] Neimet li nav giyareşên dehlê da wenda bû. [9819 cihani_bilican] Mirovî dikarî tenê serê wî bidîta, ko bînanî kûselekê, li nava giyareşan da vî alî, wî alî difirikî. [9820 cihani_bilican] Neimeti bi kul û halekî hêstir li nava dehlê deranî û ber bi hespan zivirand. [9821 cihani_bilican] Ta ko Neimet li nav dehlê derket, ta ser girkê milên wî jî ter bibû. [9822 cihani_bilican] Şelpetelpa wî bû. [9823 cihani_bilican] Çarixên wî tijî av bibûn. [9824 cihani_bilican] Te digot qay ewî her bi cilikan va xwe li avê daye. [9825 cihani_bilican] Nikarî li ber giraniya şal û şapikan piyên xwe biavîta. [9826 cihani_bilican] Hemû bi Neimeti keniyan. [9827 cihani_bilican] Her yekê tiştek digotinê. [9828 cihani_bilican] Neimeti pişta xwe da wana û çarixên xwe ji lingên xwe şiqitand. [9829 cihani_bilican] Gorên xwe jî ji piyên xwe derxist û givaşt û avîte ser qîvarekê. [9830 cihani_bilican] Elik, Loko, Evdurahmanê Terikî, Êxoyê File û Hasûxan ketin wan bestana qirş û qal û paserî û devendeştî berev kirin. [9831 cihani_bilican] Ta ko Neimeti cilkên xwe li ava xunavê dakuta, ewan agirek hil kirin û xwe dane ber jî. [9832 cihani_bilican] Hemû li rex agiri rûniştin. [9833 cihani_bilican] Evdurehmanê Terikî nan û pêxwarin li têrxurcan deranî û li ser hebanan raxist û pêkve xerîkî xwarinê bûn û zikên xwe li nan û pêxwarinê heşandin. [9834 cihani_bilican] Neimeti jî letek nan dabû destên xwe û dikişande ber qîlên xwe û li ber agiri rawesta bû û leşê xwe yî kinik hişk dikir. [9835 cihani_bilican] Hulmeke sivik û ronî ji kincên wî quloz dibû. [9836 cihani_bilican] Berebere rengê şal û şapikên wî hatin guhorînê û kincên wî hişik bûn. [9837 cihani_bilican] Li dû ra Neimeti gora xwe jî da ber agiri û hişik kir. [9838 cihani_bilican] Ev gora wî, goreyeke neqiş bû. [9839 cihani_bilican] Çavikên rengareng li ser pozika gora wî dihatin xûyanê. [9840 cihani_bilican] Eva gora jina wî ya biçûk hê dema ko destgirtî bû, jê ra çêkiribû. [9841 cihani_bilican] Gava ko çavên Neimeti li çavikên gorê ketin, kete bîra cotên jinan û li dû ra hizra cotek jinên dî jî li nav mejiyên wî da lev geriyan. [9842 cihani_bilican] Neimet ko wisan diponijî, Êxoyê File gote Kerrî: [9843 cihani_bilican] A, waye siwarek li wê riya ko em tê ra hatine ber me tê. [9844 cihani_bilican] Kerrî dûrbîn da ber çavên xwe û li binê newalê nihêrî û keniy û got: [9845 cihani_bilican] Kuro dîwane Cindiye. [9846 cihani_bilican] Ev malavaya mirov her ko da diçe, li wêderêye ha. [9847 cihani_bilican] He karê wî geriyan û keşkûlberevkirine. [9848 cihani_bilican] Li vê gotinê da bûn, ko Siwar hat û li rex wan ra derbas bû û destê xwe bi wateya silavê ji wan ra bilind kir. [9849 cihani_bilican] Xelkê hemûyê dîwane Cindî nas dikirin. [9850 cihani_bilican] Lê dîwane Cindî rojê li zozanekê û şevê li gundekî bû. [9851 cihani_bilican] Ew hind digel mirovên cur be cur rû be rû dibû û rojê diçû ciyekê, hind komel bi nav nedinasî. [9852 cihani_bilican] Kerr û hevalan silava wî vegirtin. [9853 cihani_bilican] Kerrî li dû ra gazî kirê. [9854 cihani_bilican] Dîwanê delal tu weha bi lez kû da diçî? [9855 cihani_bilican] Dîwane bi hejiyareya destê xwe pişta çiya nîşanî wan da û got: [9856 cihani_bilican] Ta zozanên çiyayên Qilîç. [9857 cihani_bilican] Here ji te ra oxir be. [9858 cihani_bilican] Dîwane berê xwe da berwara xîştor û hespê wî li nav xîştoran ra bi zorê hilkişiya. [9859 cihani_bilican] Hê dîwane li pêsîra girê xîştor da nequlubîbû ko Kerrî ferman da hevalan: [directspeech cihani_bilican] Hevlno rabin bar kin! [9860 cihani_bilican] Dereng e. [9861 cihani_bilican] Heval hemû bi hev ra rabûn. [9862 cihani_bilican] Hêştir û hêstir înan û her yekê hêştirek bar kir. [9863 cihani_bilican] Li dû ra her kesî teng û berên hespên xwe şidandin û tev lê siwar bûn û li rê ketin û dane dû reşê dîwane Cindî. [9864 cihani_bilican] Li pêsîra girê xîştor ra hilkişiyan. [9865 cihani_bilican] Hesp û hêstirên nalkirî bi sanahî li pêsîra giriki ra hildikişiyan. [9866 cihani_bilican] Nalên wan dikete ser keviran û qirçeqirç li keviran dihat. [9867 cihani_bilican] Kevir li bin piyên wan da hûr dibûn. [9868 cihani_bilican] Dengê hûrbûna keviran û qîrçîna nalên wan tevî hev dibûn. [9869 cihani_bilican] Lê hêştir nikarîn baş li nav wan xîştorana da hilkişiyana. [9870 cihani_bilican] Ajelên bê zar û ziman te digot qay lingên xwe didine ser şûjin û derziyan. [9871 cihani_bilican] Xîştorên tûj li piyên wan ra diçûn û piyên wan birîndar dikirin. [9872 cihani_bilican] Bi kul û halan li ser girê xîştori ketin. [9873 cihani_bilican] Wî alî girikî newaleke dûr û dirêj ber bi dilên çiyan hevraz hildikişiya. [9874 cihani_bilican] Newal wisan teng û dûr û dirêj û qivrax bû, te digot qay dilê çiyan bi kêrikekê durust li nîvekê da kirine du letan. [9875 cihani_bilican] Aveke zirav û zelal li nîveka wê newalê da berjêr dişûlikî û li pişta giriki da ber bi deşta mêrg û çîmenan difitilî. [9876 cihani_bilican] Giheştin ser wê avê. [9877 cihani_bilican] Li rex avê hemû li hespên xwe peya bûn û hema wisan li rex avê xwe deverû dirêj kirin û qurûyî avê bûn. [9878 cihani_bilican] Li dû ra her kesî gema hespê xwe li serî şiqitandin û hespên xwe av dan. [9879 cihani_bilican] Li dû avdana pêroyan ra li avê derbas bûn û milê rê ra girtin û hevraz hilkişiyan û dane berwarekê. [9880 cihani_bilican] Li berwarê ra rê hêdî hêdî nerm dibû. [9881 cihani_bilican] Hêdî hêdî li hejmara kevir û kuçik û xîştoran kêm û kêmtir dibû. [9882 cihani_bilican] Hindî li berwarê ra dikudandin, hind diçû dîmena erdê dihate guhorînê. [9883 cihani_bilican] Erdê hişk û berdelan berebere dewsa xwe dida erdekî pêrge û nerm. [9884 cihani_bilican] Piştî çend demjimêran berê wan kete nizarekî vekirî. [9885 cihani_bilican] Li her alî kerî û kertepez bûn ko li pêsîra nizari da bijiqî bûn. [9886 cihani_bilican] Her keriyekî çendîn seyên gurêx li ber bûn. [9887 cihani_bilican] Hokehoka şivanan bû. [9888 cihani_bilican] Gava ko seqan çav bi karwanî ketin, hucûmî wan kirin. [9889 cihani_bilican] Seyên keriyan li karwanê kurên Werdekê reyîn. [9890 cihani_bilican] Şivanan xwe dane ber san, da ko karwan derbas bû. [9891 cihani_bilican] Karwan berebere li ser bilindaya berwarê ket. [9892 cihani_bilican] Gava ko li ser bilindaya berwarê ketin, gehîştin textanekê. [9893 cihani_bilican] Besteke rip û rast li pêsîra çiyayekî bilind da ber va diçû. [9894 cihani_bilican] Li milê rastê yê textanê da kon û xîvetan mil kutabûn hev. [9895 cihani_bilican] Şiverêyek li nîveka kon û xîvetan ra derbas dibû û ber bi binê textanê diçû. [9896 cihani_bilican] Karwan bi hemdê xwe, hêdî û hemet, bi giranî û êminî li nav konan ra derbas bû. [9897 cihani_bilican] Zarên zomê bi dîtina karwanî ra derdiketin ber derê kon û xîvetan û li karwanî mêze dikirin û dîsan direvîn û diketin hundurê kon û xîvetan da. [9898 cihani_bilican] Qîz û bûkan serên [9899 cihani_bilican] xwe li ber qetên kon û xîvetan ra derdixistin û dizî va çavên xwe li bejin û bala karwaniyan digerandin û li dora xwe mêze dikirin û dîsan serê xwe dibirin jor û xwe li pişta çît û perdan da vedişartin. [9900 cihani_bilican] Lê çi mêr li nava zomeyan da nedihatin xûyanê. [9901 cihani_bilican] Kuliki li ber lêva xwe da got: [9902 cihani_bilican] Lê ka mêrên vê zomê? [9903 cihani_bilican] Û paşê ji Kerrî pirsî: [directspeech cihani_bilican] Kerr tu dibêjî qay mêr li van zomeyan da tunenin. [9904 cihani_bilican] Lê ka mêrên vê zomê? [directspeech cihani_bilican] Bi me çi ? [9905 cihani_bilican] Ewan jî ka Xudê bizanibe niha li dû çi ketine. [9906 cihani_bilican] Kulik êdî nekete peyê pirs û pirsiyaran. [9907 cihani_bilican] Karwan li nav kon û xîvetan ra derbas bû û giştî zomeyên wê textanê li pişt serê xwe ra hêlan û hema wisan li milê wê şiverê yê ra girtin û pêş da çûn. [9908 cihani_bilican] Nêzîkiya rojava bû ko Kerrî gote hevalan: [9909 cihani_bilican] »Hûn hêdî hêdî werin, ta ko ez pêş da diçim û êwirgehekê peyda dikim. [9910 cihani_bilican] Waye sî dageriya û êvar pê ra giheşt. [9911 cihani_bilican] Eva çend şeverojin ko me baş bêhna xwe nestandiye. [9912 cihani_bilican] Pişta wan ajelana jî li ber baran kul bûn. [9913 cihani_bilican] Guneh in dê cedew bin û li ber baran bikevin.« [9914 cihani_bilican] Kerrî ev got û zengî li Sosikê da û li ber çavên hevalan dûr ket. [9915 cihani_bilican] Kerrî bi bayê bezê hajot û di qasekê da ew textana pan û berîn kuta kir û li ser textanê da jor da dakete serberjêrekî ne hind kûr da. [9916 cihani_bilican] Berjêrekî beroj bû. [9917 cihani_bilican] Erdê wira jî tijî kevir û kuçik bûn, lê kevirên wê xîştor nebûn. [9918 cihani_bilican] Li pêşberî wî berjêrî da sîlvaneyeke mezin û vekirî ber va diçû. [9919 cihani_bilican] Lêmiştê kevirên hindî leşên kelan li pêsîra çiyan da jor da hanîbû û belawî nava bestê kiribû. [9920 cihani_bilican] Lê diyar bû ko ew sîlvaneya, sîlvaneyeke taze nîne. [9921 cihani_bilican] Lêmiştgeheke kevin e. [9922 cihani_bilican] Ya çend salan berî niha ye. [9923 cihani_bilican] Seranserî wê lêmiştgehê li kerengên cur be cur û qelemên hêştiran da hatibû vepoşandinê. [9924 cihani_bilican] Qolên qîvar û kerengzer û qelemên hêştiran bînanî leşkerekî siware mil kutabûn hevdu û ber bi bilindayên lêmiştgehê pêş da diçûn. [9925 cihani_bilican] Xûlekî girane hêştiran jî li nava wan qîvar û kereng û qelemana da dilewerîn. [9926 cihani_bilican] Xûlê hêştiran bijiqîbûn nava wê qîvargeha berfire da. [9927 cihani_bilican] Her hêştirek li goşeyekê da xerîkî lewerînê bûn. [9928 cihani_bilican] Oreora wan bû. [9929 cihani_bilican] Orîna wan li wê qîvargehê da deng vedida. [9930 cihani_bilican] Kerrî lap nêzîkatî bi xûlê hêştiran kir û li nav xûlê girane hêştiran ra derbas bû. [9931 cihani_bilican] Ta wê rojê Kerr ew hinde hêştir li ciyekê da nedîtibû. [9932 cihani_bilican] Te digot qay li rex her qoleke qîvarê da hêştirek rawesta ye. [9933 cihani_bilican] Qet çi hêştirvan jî li ber çavan nediket. [9934 cihani_bilican] Kerr bi bez li nav xûlê hêştiran ra derbas bû. [9935 cihani_bilican] Hêştir bi beza Sosikê silikîn û dane dû hev û ber bi zomeyan rê ketin. [9936 cihani_bilican] Sî dageriyabû. [9937 cihani_bilican] Siya Kerrî li ser pişta Sosikê neh deh gezan dirêjtir bibû. [9938 cihani_bilican] Siya wî berî wî daketibû serê rê û pêş da diçû. [9939 cihani_bilican] Xûlê hêştiran jî yekoyeko û gultegulte dihatin û li wî derbas dibûn. [9940 cihani_bilican] Kerrî li ber xwe da got: [directspeech cihani_bilican] He rast gotine, hêştir çendê dûrî hev biçêrin jî, lê serguhên wan li ser hev in. [9941 cihani_bilican] Tu dîna xwe nadê her gava yekê ez dîtim, yên dî hemû pê hesiyan û wan bi dîtina min ra ber bi malan dikişin. [9942 cihani_bilican] Sî lap dageriya. [9943 cihani_bilican] Li fêza rê da çavên Kerrî bi kefekî ket ko weke guherekê bû. [9944 cihani_bilican] Kaniyeke biçûk jî li naverasta wê guherê da dihate xûyanê. [9945 cihani_bilican] Kerrî ber bi wê guherê hajot. [9946 cihani_bilican] Dorandorî kaniyê selbend kiribûn. [9947 cihani_bilican] Aveke qasî lûlikê lûlehengekî li ber kaniyê dikişiya. [9948 cihani_bilican] Li fêza kaniyê jî kewne çarberek dihate xûyanê, ko xweliya wê li nava şînikatiyê ra li ber çavan diket. [9949 cihani_bilican] Bi dîtina kanî û çarberiyê ra Kerrî zanî ko ev dera guhera peziye. [9950 cihani_bilican] Gava ko Kerr gihîşte rex kaniyê, li dor û berên kaniyê nihêrî û li ber xwe da got: Êvirgeheke baş e. [9951 cihani_bilican] Emê hema îşev li vira biêwirin. [9952 cihani_bilican] Li vê hizrê da bû ko meyayeke çîle çavreş li ber wî ra derbas bû. [9953 cihani_bilican] Mirovî dil nedikir li meyayê binihêre. [9954 cihani_bilican] Kudikeke li wê ciwantir jî dabû dû. [9955 cihani_bilican] Kudikê gerdena xwe ya dirêj û şimşad xwar kiribû û yek alî dîna xwe dida Kerr û Sosikê. [9956 cihani_bilican] Û tirsetirs li ber wan ra derbas bû. [9957 cihani_bilican] Kudik hind sipî û cuwan bû, mirovî digot qay telteyek berfa zozana ye. [9958 cihani_bilican] Çavên wê te digot bi dest kil dane. [9959 cihani_bilican] Weke zarokekê li dû maka xwe ketibû û oreora wê bû. [9960 cihani_bilican] He gava ko çavên Kerrî li kudikê ket, şîretên Werdekê ketin bîra wî. [9961 cihani_bilican] Kerrî li dilê xwe da got: He Xudê Werdekê rast digot. [9962 cihani_bilican] Kî vê kudikê bikuje, Xudê wî nagehîne çi miraz û mebestan. [9963 cihani_bilican] Kuro destê kîjan xûnmij û xûnxorî diçe vê firîştê û ser jê dike. [9964 cihani_bilican] Destê kî diçê van herdu firîştana ji hev biqetîne. [9965 cihani_bilican] Destê kîjan dilkevirî diçe vê firîşta bêguneh ser jê bike. [9966 cihani_bilican] Yezdan kem pir gunehekî giran e ko mirov destên van herdu firîştana ji hevdu biqetîne. [9967 cihani_bilican] Ay Xudê çende cuwane! [9968 cihani_bilican] Çavên Kerrî her li kudikê bû. [9969 cihani_bilican] Kudik wisan qelew û tijî û pir bû ko te digot qay bi dest dagirtine. [9970 cihani_bilican] Kûfana wê li ser piştê da tewiya bû. [9971 cihani_bilican] Gava ko direvî kûfana wê weke hêlikanekê dihejikî. [9972 cihani_bilican] Hêtên kudikê qelew û dagirtî bûn. [9973 cihani_bilican] Gava ko çavên Kerrî bi hêtên wê û bi kûfana li ser pişta wê ket, li gavekî da bêhna kebaban, bêhna goştê taze da qafê Kerrî. [9974 cihani_bilican] Bû çizeçiza patîlokan li se agiri. [9975 cihani_bilican] Bêhna kebaban hiş û hedamên Kerrî li serî derxistin. [9976 cihani_bilican] Her tişt li ber çavên Kerrî hatin guhestinê. [9977 cihani_bilican] Eva çendik û çend roj in ko wisan yekbîn rê dikudînin. [9978 cihani_bilican] Mêjveye ko goştê taze, ew jî kebabên yeksaliyan nexwariye. [9979 cihani_bilican] Kebabên bêçan, patîlokên berx û kar û golikan, qelîsêlên yeksaliyan ji her qelîsêl û kebabê bi mirçtir û xweştir e. [9980 cihani_bilican] Zû dipije û xudanê mirçeke taybetiye. [9981 cihani_bilican] Erê qelîsêla yeksaliyan pir xoşe. [9982 cihani_bilican] Bi van hizran çavên Kerrî bi kuçikên şivanan ket. [9983 cihani_bilican] Kuçikê hilkirî û qelîsêla li ser danayî hatte ber çavên [9984 cihani_bilican] wî. [9985 cihani_bilican] Bêy hemdê xwe dest avît terkiya Sosikê û kemenda xwe li terkiya wê vekir û hajote ser hêştira çîle çavreş. [9986 cihani_bilican] Hêştir li Sosikê silikî û xwe avîte na-va qîvaran. [9987 cihani_bilican] Kerrî da dû wê. [9988 cihani_bilican] Du sê caran kemend avîte skura kudikê. [9989 cihani_bilican] Lê kudik sil bû û li dora maka xwe ra kete çerxê. [9990 cihani_bilican] Kerr da dû wê. [9991 cihani_bilican] Her duk li dora meyaya çîle çavraş ra hatin û çûn. [9992 cihani_bilican] Kerrî kudik ji makê qetand. [9993 cihani_bilican] Kudikê xwe avîte nava qîvaran. [9994 cihani_bilican] Li dora qoleke qîvar ra bû turik. [9995 cihani_bilican] Bû oreor û zarezara kudikê û makê. [9996 cihani_bilican] Kerrî Sosik li qîvaran da. [9997 cihani_bilican] Bû şîheşîha Sosikê. [9998 cihani_bilican] Kerr kemenda xwe li dor serê xwe ba kir û avîte skura kudikê. [9999 cihani_bilican] Kemend li skura wê aliya. [10000 cihani_bilican] Kerrî ew li dû xwe ber bi kaniya guherê kaş kir. [10001 cihani_bilican] Maka kudikê kef li ser devi ketî, hêriş anî ser Kerrî. [10002 cihani_bilican] Kerrî du sê caran rima xwe dirêjî maka wê kir. [10003 cihani_bilican] Meya li rima Kerrî tirsiya û li dora wan ra bû turik. [10004 cihani_bilican] Kerrî her wisan siwarî kemend li dora kudikê aland û zengî li Sosikê da û kemend li lingên kudikê şidiya. [10005 cihani_bilican] Li dû ra Kerr li Sosikê peya bû û kemend li nav lingên kudikê ra derbas kir û kişan û ew li erdê da û pê kemendê baş her çar lingên kudikê girê da. [10006 cihani_bilican] Kudikê dikire oreor û xwe li erdê diçirçirand. [10007 cihani_bilican] Kerrî destê xwe avîte xencerê, li ber pişta xwe deranî û hindî tawa milê wî hebû, xencer li kevçika dilê kudikê da daçikand. [10008 cihani_bilican] Bû zarîna kudikê û fîşqîna xûne li ber xencerê ra avîte hewa. [10009 cihani_bilican] Destê Kerrî ta anîşkê li xûna kudikê da sor bû. [10010 cihani_bilican] Zarezara kudikê bû. [10011 cihani_bilican] Te digot qay zarikeke şîrmij e û li ber êş û azarê digirî û gazî dayîka xwe dike. [10012 cihani_bilican] Maka wê jî li dora wê û Kerrî ra çerx lê dida û dikire oreor. [10013 cihani_bilican] Te digot qay maka kudikê lavayiyan li Kerrî dike û li ber Kerrî digere û lê dipare û dibêjê, tu û oxira xwe tu kudika min ser jê neke. [10014 cihani_bilican] Tu û oxira xwe tu destê min û kudika min ji hev neqetîne. [10015 cihani_bilican] Lê êdî xûnê berê çavên Kerrî girtiye. [10016 cihani_bilican] Bi zarezara makê û kudikê ra li ber xwe da got: Xudê xûna wan helal kiriye, ez çi bikim. [10017 cihani_bilican] Lê maka kudikê terka wan nedikir. [10018 cihani_bilican] Kerr li Sosikê siwar bû û rima xwe da destê xwe û maka wê raqetand. [10019 cihani_bilican] Maka kudikê bi neçarî û bi zarezar çû gihîşte xûlê hêştiran. [10020 cihani_bilican] Kerr zivirî ser cendekê kudikê. [10021 cihani_bilican] Xûnê hiriya kudikê ya sipîçîl sor û gevez kiribû. [10022 cihani_bilican] Hê jî fîşe fîşa xûnê bû li ber xencerê ra hildavît. [10023 cihani_bilican] Hê jî kudikê dest û piyên xwe dadikuta. [10024 cihani_bilican] Hê jî zarezara wê bû. [10025 cihani_bilican] Lê berebere dengê wê hêdî û zelûl û melûl bû. [10026 cihani_bilican] Xûn jî êdî hêdî hêdî diçikiya. [10027 cihani_bilican] Kudik êdî ji hal diket. [10028 cihani_bilican] Kerrî dest avîtê û bizorê xencer li pêsîr wê kişande derva. [10029 cihani_bilican] Bi kişandina xencerê ra, kudik veciniqî û bi tundî xwe çirçirand.Kerrî êdî kelên nedayê û xencera xwe ya xûnavî danî ser skura wê û gerdena wê ya zirav birî û serê wê ji cendekan cuda kir. [10030 cihani_bilican] Xûneke hindik ji rehên skura kudikê kişiya. [10031 cihani_bilican] Bû fîşefîşa bêhnê li qirqirîşka wê ra avîte derva. [10032 cihani_bilican] Êdî serê kudikê li ser leşê wê nibû. [10033 cihani_bilican] Lê hê jî kudikê dest û piyên xwe li hev didan. [10034 cihani_bilican] Kerrî serê kudikê yê jê kirî danî rex kaniyê. [10035 cihani_bilican] Çavên kudikê zelal bibûn. [10036 cihani_bilican] Çavan bi Kerrî ra xeber didan: Te çima ez kuştim? [10037 cihani_bilican] Min çi li te kiribû ko te destê min û maka min ji hev qetand? [10038 cihani_bilican] Te bo çi serê min jê kir? [10039 cihani_bilican] Guneh û sûcên min çi bûn? [10040 cihani_bilican] Mirovî dikarî hezar û yek gilî û gazinde û pirsiyaran li çavên kudikê da bixûne. [10041 cihani_bilican] Kerrî xencera xwe hilanî û li biniya kaniyê rûnişt û xerîkî şoştina destên xwe û xencera xwe ya xûnavî bû. [10042 cihani_bilican] Tarî ketibû erdê, ko koçê xwe pê ra gîhand. [10043 cihani_bilican] Bi giheştina koçê ra Sosikê guçkên xwe mûç kir û şîhiya. [10044 cihani_bilican] Bû hîrîna Nijdî û oreora hêştiran û ber bi kaniyê hatin. [10045 cihani_bilican] Kerrî gazî wan kir: [10046 cihani_bilican] Lê hûn çima wisan gîro bûn? [10047 cihani_bilican] Kuliki bersiv da: [directspeech cihani_bilican] Ka em gîro bûne, em jî her li dû te ra dihatin. [10048 cihani_bilican] Hevalan alî hev kirin û hêştir bi baran va li ser dîwarê kaniyê yêx kirin. [10049 cihani_bilican] Gava ko hêştir yêx dikirin, çavên Kuliki bi laşê kudikê, ko li rex kaniyê bibû meşk, ket: [10050 cihani_bilican] Way lê mala te kavil nebûyî, Kero! [10051 cihani_bilican] Ev çî ye? [10052 cihani_bilican] Te baş şîretên Werdekê kirin guçkên xwe da. [10053 cihani_bilican] Ne Werdekê em şîret kirin û got kudikan ser jê nekin. [10054 cihani_bilican] Niha te bêy gotin Sosik jî avîtiye nava qîvaran. [10055 cihani_bilican] Hê her tişt gorê û dojehê da, lê xudanê vê kudikê niha bê, emê çi bersiva wî bidin? [10056 cihani_bilican] Kuro de tu jî her li ber xeberên jinikan dikevî, ma emê devê xwe girê bidin. [10057 cihani_bilican] Xudê xûna wê helal kiriye. [10058 cihani_bilican] Eger xudanê wê jî hat, emê wî razî bikin. [10059 cihani_bilican] De zû karê qelîsêlekê bikin lo! [10060 cihani_bilican] Hevalan barê hêştir û hêstiran danîn. [10061 cihani_bilican] Lingên hesp û hêstiran qeyd kirin. [10062 cihani_bilican] Çokên hêştiran girêdan. [10063 cihani_bilican] Barên hêştir û hêstiran danîne ser hev û bi ken û laqirdî hatin û raserî cendekê kudikê ra rawestan. [10064 cihani_bilican] Cendekê kudikê bibû zend. [10065 cihani_bilican] Elik û Loku dane xencerên xwe û li ser bêhna kudikê da peya bûn û dest bi gurana kudikê kirin. [10066 cihani_bilican] Êxoyê File û Neimetê Îsi, Hasûxan û Pasûxan jî alî hevdu kirin û kon û xîvet li ser dîwarê kaniyê vegirtin û li dû ra daketin wan bestana qirş û qal û devendeştî berev kirin. [10067 cihani_bilican] Evdurehmanê Terikî jî sêla nanî bire ser kaniyê û sêl pak şoşt û deverû vergerande rex kuçikê. [10068 cihani_bilican] Li dû ra tawik û tasik û teştik li nava barxanê deranî û danî rex kuçiki û çû tayek ard li nav baran kaş kir û anî li rex kuçikê û devê tayê ardî vekir. [10069 cihani_bilican] Kulik jî waye sil bûye û bînfişkan vedide û dibêje : [10070 cihani_bilican] Şîretên Werdekê kire guharên guçkên xwe. [10071 cihani_bilican] Evdurehmanê Terikî berê xwe li ser Kuliki da kir û gotê: [10072 cihani_bilican] De malavayo te xêre?! [10073 cihani_bilican] Tu qetil nekiriye. [10074 cihani_bilican] Mêr nekuştiye. [10075 cihani_bilican] Heywana helalgoşt e. [10076 cihani_bilican] Xudê xûna wê halal kiriye. [10077 cihani_bilican] Tu çima pê nerehet dibî. [10078 cihani_bilican] Were alî min em karê qelîsêl û rêtik û bişî û murtoxeyê bikin. [10079 cihani_bilican] Eger xudanê wê jî hat, Kerr waye dibêje, emê du beranberî buhayê wê bidine xudanî. [10080 cihani_bilican] Emê bêjin kete nav dest û piyên hespan û hespan lê da, em neçar man me ser jê kir. [10081 cihani_bilican] Ma vir bi kaviran e? [10082 cihani_bilican] Were alî min! [10083 cihani_bilican] were! [10084 cihani_bilican] Kerr pê keniya û got: [directspeech cihani_bilican] De rast dibêjeş here alî, te em bizdandin lo! [10085 cihani_bilican] Kulik ber bi Evdurehmanê Terikî çû. [10086 cihani_bilican] Hê cendekê kudikê li nava posti da bû ko hevalan bermil bermil qirş û [10087 cihani_bilican] qal û kotik û qurm û devendeştî anîn û li ber kuçikê şivanan li ser hev da qûç kirin. [10088 cihani_bilican] Êxo û Neimet alî hev agirek dadan. [10089 cihani_bilican] Evdurehmanê Terikî jî devê tayê ardî vekir. [10090 cihani_bilican] Teşt li ardî berxweş kir û danî rex kaniyê. [10091 cihani_bilican] Li dû ra çend tas av berda nav ardi û milên xwe ta anîşkê veda û arşêlkek çê kir. [10092 cihani_bilican] Arşêlk li nava teştê da lev gerand û hevraz û berjêr miz da û hevîrekî ronî roqav çê kir û teştik wêda da û bi sifrikek çerm ew nixabt. [10093 cihani_bilican] Vêca sêla şoştî ra kir û danî ser kuçikê. [10094 cihani_bilican] Elik û Loku jî dil û hinav û navgelên kudikê deranîbûn û dişoştin. [10095 cihani_bilican] Evdurehman jî çû alî wan û dil û hinav û navgel tev şoştin û anîn û avîtin nav sêla sor bûyî. [10096 cihani_bilican] Bû çizeçiza dil û hinav û navgelan. [10097 cihani_bilican] Ta ko dil û hinav sor bûn, Elik û Loku cendekê kudikê geh gehî kirin jî û avek li ser da rijandin û kirin beroşekê û hanîn danîn rex kuçikî. [10098 cihani_bilican] Evdurehman jî dil û hinavên sor bûyî li nav sêlê deranî û berda nava tawikekê. [10099 cihani_bilican] Qijîn li binê tawikê ket. [10100 cihani_bilican] Li dû ra goştê kudikê berda nav sêlê û sêl danî ser agirî. [10101 cihani_bilican] Vêca ew dil û hinavên sorkirî li hevalan parve kir. [10102 cihani_bilican] Bû mirçemirça devên wan. [10103 cihani_bilican] Evdurehman devê xwe mirçand û got: [10104 cihani_bilican] Beh beh! [10105 cihani_bilican] Destkuja Kerrî çend xweş e. [10106 cihani_bilican] Kuliki gotê: [10107 cihani_bilican] De bixwe bila jehriya marê serkesk be! [10108 cihani_bilican] Evdurehmanî gotê: [10109 cihani_bilican] Ne tu jî waye dixoy! [10110 cihani_bilican] Êxoyê File bi tirane gote Evdurehmanî: [10111 cihani_bilican] Na, na destkuja Kerrî nîne, destpêja te ye wisan xweş e. [10112 cihani_bilican] Ji bilî Kerrî hemû keniyan. [10113 cihani_bilican] Kerr li cî yê xwe da timijî bû. [10114 cihani_bilican] Lê hegera nerehetiya xwe nizanî. [10115 cihani_bilican] Gelo li ber gotinên Kuliki timijî bû, yan li ber serjêkirina kudikê bû? [10116 cihani_bilican] Bixwe jî nizanî. [10117 cihani_bilican] Lê tiştekê li nava dilê wî da ew nerehet dikir. [10118 cihani_bilican] Hesp û hêstiran jî serên xwe dabûne ber saxiriyên hev û vizik û pêşû li hevdu diqewirandin. [10119 cihani_bilican] Carinan jî dikirin firefir û difinên xwe paqij dikirin. [10120 cihani_bilican] Sosikê car û baran lingên xwe bi tundî li erdê dida û car û baran jî lingê xwe li binzikê xwe disût. [10121 cihani_bilican] Hêştir jî yêx bibûn û vedikayîn. [10122 cihani_bilican] Neimetê Îsi jî xwe dabû ber kuçikî û agir gur dikir. [10123 cihani_bilican] Te digot qay hema li cîhanê da, Xudê ew ji bo agir gurkirinê afirandiye. [10124 cihani_bilican] Bînanî keybaniyeke çil salî xwe dabû ber agirî û bi ser û ber qirş û qal dida bin sêlê. [10125 cihani_bilican] Êxo bi tan û niç gotê : [directspeech cihani_bilican] Tu baş fêrî agir gurkirinê bûyî ha! [10126 cihani_bilican] Neimet soromoro bû. [10127 cihani_bilican] Qet keyfa wî bi wê yariya Êxoyi ra nehat. [10128 cihani_bilican] Xwest ko xwe li ser va nebe, lê bi xwe nikarî û gote Êxoyi: [directspeech cihani_bilican] Tu dizanî, tu were gur bike. [10129 cihani_bilican] Zikê te çima diêşe. [10130 cihani_bilican] Vêca Êxo li dû gotina wî ra pê keniya û hate bal wî û ewî jî çend deven û qurmik li binê sêlê da ediland. [10131 cihani_bilican] Li dû ra bû mize miza wî û stiranek got: [10132 cihani_bilican] Agiro hey agiro xweş agirê min. [10133 cihani_bilican] Roja sir û seqemê bav û birê min. [10134 cihani_bilican] Agiro tu agirê zerdeştê pîr î. [10135 cihani_bilican] Roja sir û seqemê tu destegîr î. [10136 cihani_bilican] Agirê geş tu yî germa û rona yî. [10137 cihani_bilican] Roja sir û seqemê bav û bira yî. [10138 cihani_bilican] Evdurehmanî bi çoçika darîn goşt li nava sêlê da vî alî wî alî verdigerand. [10139 cihani_bilican] Dengê qijeqija goştî li ser dengê stirana Êxoyi ket. [10140 cihani_bilican] hemû li dora agirî kom bibûn. [10141 cihani_bilican] Li ber ronahiya agirê rengê hemûyan hatibû guherînê. [10142 cihani_bilican] Rengê hemûyan sorî va dihingaft. [10143 cihani_bilican] Bi hejiyana alavên agir ra tefeşên wan reş û ron dibûn. [10144 cihani_bilican] Sor dibûn. [10145 cihani_bilican] Piştî demeke xurt qelî li nava sêlê da weke xurmayi sor bû. [10146 cihani_bilican] Evdurehmanê Terikî pîneyek da ber destê xwe û sêla qeliyê li ser kuçikê hilanî. [10147 cihani_bilican] Li dû ra kûfanê kudikê yê hûrkirî, ko li binê beroşê da bû, danî ser agirî û hindek xoyê lê reşand û devê wê girt. [10148 cihani_bilican] Neimetî hindek qirş û qalên dî danî ser agiri. [10149 cihani_bilican] Evdurehmanê Terikî jî sêla qeliyê danî nîveka hevalan û got: Dey werin! [10150 cihani_bilican] Hevalan milên xwe vedan û ketin ser sêla qeliyê. [10151 cihani_bilican] Jêrçenên hemûyan dihejikî. [10152 cihani_bilican] Fişefişa wan bû, goştê kudikê yê kizir dikişandin ber arû û pirûyan. [10153 cihani_bilican] Hemûyan têr xwarin. [10154 cihani_bilican] Her yek li goşeyekê da veleziyan. [10155 cihani_bilican] Evdurehmanî bi çoçikê kizikê kudikê lev da. [10156 cihani_bilican] Don li binê beroşê da bibû gol. [10157 cihani_bilican] Evdurehmanî li dû ra milên xwe veda û dîsan sêl danî ser kuçiki û nîvê donê beroşê berda nava sêlê û ard lê zêde kir û li hev da. [10158 cihani_bilican] Ard li nava donî da li hev geriya. [10159 cihani_bilican] Bû hevîr û hêdî hêdî rengê ardî sor bû. [10160 cihani_bilican] Evdurehmanî pê çoçikê ard lev da û vergerand. [10161 cihani_bilican] Neimet jî hemîn li karê xwe yê hemêşeyî da bû. [10162 cihani_bilican] Qirş û qal li agirî zêde dikir û agir gur dikir. [10163 cihani_bilican] Ard li nav donî da baş sor bû. [10164 cihani_bilican] Berebere rengê ardî qimer bû û giştî doni hilçinî xwe. [10165 cihani_bilican] Evdurehman dîsan bînanî caran sêl pê pîneyekê girt û wê da pal da. [10166 cihani_bilican] Li dû ra ew mirtoxa li sêlê da berda nava tawikekê û binê sêlê bi çoçikê baş verot û dîsan sêl danî ser kuçikê. [10167 cihani_bilican] Her çî donê mabû ber da binê sêlê û teşta hevîrî kişande ber xwe. [10168 cihani_bilican] Êxo jê pirsî: [directspeech cihani_bilican] Tu yê dîsan çi bikî Evdurehman?! [directspeech cihani_bilican] Evdurehmanê çi bike? [10169 cihani_bilican] Evdurehmanê ji zikê te ra bixebite. [10170 cihani_bilican] Yê ji hûrê te ra hindek bişî çê bike. [10171 cihani_bilican] Vêca sifrik li ser teştikê hilanî û teşta hevîrî kişande ber xwe û dest pê kir girikên biçûk, her girikek hindî gîzekê çê kir û yekoyeko girik avîte nava donî. [10172 cihani_bilican] Qijên li binê sêlê hat. [10173 cihani_bilican] Girikan berebere xwe li nava donî da dane hav û li ser hev da civiyan û hêdî hêdî don hilçinîne xwe û berebere rengê wan sor bûn. [10174 cihani_bilican] Evdurehmanî pê çoçikê bişî yekoyeko vergerand. [10175 cihani_bilican] Li qasekê da bişî li nava doni da sor bûn. [10176 cihani_bilican] Evdurehman bişiyên sorbûyî rijande ser sifrikê. [10177 cihani_bilican] Vê carê sêl paqij kir û deverû danî ser kuçikê. [10178 cihani_bilican] Pişta sêlê li hîsê da reş dikir. [10179 cihani_bilican] Evdurehman pîneyek li ava kaniyê ra kir û ew pînê ter li ser pişta sêlê gerand û ew hîsa li ser pişta sêlê paqiş kir. [10180 cihani_bilican] Hasûxan û Pasûxan her yekê bermilek qirşên dî jî anîn û her yekê bişiyek ji Evdurehmanî standin û dîsan çûne qirşikan. [10181 cihani_bilican] Li tariyê da piyên wan li her çi biketa, berev dikirin. [10182 cihani_bilican] Evdurehmanî ew hevîrê ko li binê teştê da mabû kişande ber xwe. [10183 cihani_bilican] Hevîr li teştê deranî û kire binê beroşa donî û li binê beroşê da baş mizda. [10184 cihani_bilican] Hevîrî her çî donê ko bi binê beroşê va mabû, hilçinî xwe. [10185 cihani_bilican] Sêl jî li ser agirê baş sor bibû. [10186 cihani_bilican] Evdurehmanî ew hevîra li binê beroşê da baş pan kir û hema wisan hilda û avîte ser sêlê. [10187 cihani_bilican] Bêhna don û kiz belayî axaran bû. [10188 cihani_bilican] Hewa jî hêdî hêdî sar dibû. [10189 cihani_bilican] Her yekê cil û cihazên pêreoya xwe danîn û li ser veleziyan. [10190 cihani_bilican] Evdurehman jî bişî û nan û kizik û mirtoxe her yek cuda cuda kire hebanan û cî bi cî kir. [10191 cihani_bilican] Kerrî got : [directspeech cihani_bilican] Îşev nobedarî gereda Hasûxan û Pasûxane. [10192 cihani_bilican] Vêca bi vê gotinê ra dakete hundurê xîveta xwe û li dû wî ra hevalên dî ketin nava konî û hema xwe li ser hev û ber hev ra dirêj kirin. [10193 cihani_bilican] Êxoyê File jî dîsan mizemiza wî bû stiranek li ber xwe da digot: [10194 cihani_bilican] Ronî ronî roniyê Te kiça Ermeniyê [10195 cihani_bilican] Can gorî ezbeniyê De were li ser kaniyê [10196 cihani_bilican] Bîne bo min lê canê Nav şûşe û îstikanê Camek ji şeraba al Şeraba wê Rewanê [10197 cihani_bilican] Were bal min lê canê Li rex gola Sêwanê Şêt û şeydayê tem e Bo min bîne dermanê Bejina Roniya min şûş e Dema hildigre şûşe Wek agir ber be pûşe Dilê min dixûşxûşe [10198 cihani_bilican] Lê Ronî keçika File Te dilêm kiriye kul e Dermanê derdê dil e Maçek ji rûyê gul e [10199 cihani_bilican] Li dû Êxo ra bû mizemiza Hasûxan û weha got: Delalê, lalê lali lalê lalê lali lalê... Xaziya hînga malên me danîbûn warê hozan... Ez û tu yê em tev siwar dibûn wan şînbozan... Meyê dibezande nava mêrg û çîmen, zevî û xozan... Li me çi xweş dihat dengê şalûl û bilibil, qaz û qumrî, na Xudê dengê [10200 cihani_bilican] kalekala berxan li pişta çît û kozan... Wezê sûnd dixom bi tîra rojê, agirê dojê, wezê ji ser te ra nagirim çi mi [10201 cihani_bilican] raz û dozan... Hê stirana Hasûxani li devi da bû, ko Pasûxan weha bersiva wî da: Delalê la li lalê delalê la li lalê... [10202 cihani_bilican] Xaziya hînga malên me danîbûn, li textanê wan baniyan... Wez û tu yê emê tev siwar dibûn bozên xalxalî na Xudê wan mehnegiyan... [10203 cihani_bilican] Me yê dibezande nava gulsosin û beybûn û rihan, na Xudê wan zeviyan... [10204 cihani_bilican] Li me xweş dihat dengê kewên rube, zarîna quling, na Xudê nalîna berx û kalîna ewan miyan... [10205 cihani_bilican] Wezê sûnd dixom bi banê bilind, heft stêran, wezê li ser te ra nahebînim çi zeriyan... [10206 cihani_bilican] Delalê la li lalê.... [10207 cihani_bilican] Li dû pasûxan ra bû kalîna Kerrî û weha qîrandê: [10208 cihani_bilican] Delalê lê lê lê li lê lêlê.... [10209 cihani_bilican] Xaziya hînga malên me dinîbûn, delalê dînê li warê nêçîrê, li serê gir û wê baniyê... [10210 cihani_bilican] Tu yê bi koma qîz û bûkan va dihatî bindarûkê li ser kaniyê... [10211 cihani_bilican] Minê ji te ra nêçîr dikir karxezala şîrmij bi wateya qurbaniyê... [10212 cihani_bilican] Na Xudê minê ji te ra dihanî dil û hinavên xûnavî wek nimûne û nîşaniyê... [10213 cihani_bilican] Tu evîna ber vî dilî şeva nîvê şevê ji min ra dihatî cêjivaniyê... [10214 cihani_bilican] Wemê ta seyrika sibêdê tev diketin kêf û henek, laqirdî û evaniyê... [10215 cihani_bilican] Ezê sûnd dixom bi şêx û şemsan, divê ko ez te bikim ji mala giran ra weke serejin û keybaniyê... [10216 cihani_bilican] Bi dengê Kerrî ra êdî çi deng û seda ji çi kesî nehat. [10217 cihani_bilican] Hêdî hêdî hemû xew ra çûn. [10218 cihani_bilican] Lê Hasûxan û Pasûxan ta sibêdê bi gered nobedarî kirin. [10219 cihani_bilican] Bi berbanga sibêdê ra hewa pir sar bû. [10220 cihani_bilican] Di gel sarbûna hewayê ra hemû qilqilîn. [10221 cihani_bilican] Kêlekên xwe guhestin. [10222 cihani_bilican] Hasûxan û Pasûxan hatin hundirê xîvetê û bangî hevalan kirin: [directspeech cihani_bilican] Rabin ! [10223 cihani_bilican] Rabin! [10224 cihani_bilican] Derenge! [10225 cihani_bilican] Bi dengên wan ra hemû ji xew rabûn. [10226 cihani_bilican] Li nava cil û cuhor û kulavan derketin. [10227 cihani_bilican] Teviziyên xwe rast kirin. [10228 cihani_bilican] Sibêdebaşî dane hev. [10229 cihani_bilican] Her yek ber bi kor û kendalekî çûn. [10230 cihani_bilican] Li dû ra hatin û bi rêz li ser kaniyê serçavên xwe şoştin. [10231 cihani_bilican] Li dû ra Evdurehmanê Terikî serê yekê letek nan û hindek murtuxe danê û her yek hema wisan li dora kaniyê rûniştî, xerîkî xwarinê bûn. [10232 cihani_bilican] Hestikên kudikê li ser kaniyê bibû lod. [10233 cihani_bilican] Kerrî li bin va dîna xwe dida loda hestikan. [10234 cihani_bilican] Bi lez taştêya xwe xwarin û koça xwe bar kirin û ketin rê. [10235 cihani_bilican] Hê li guherê derneketibûn, ko boşê hêştiran dîsan weke hemêşe li nav konan ber bi qîvaristanê dikişiyan. [10236 cihani_bilican] Meyaya çîle çavreş vê carê bêy kudik ketibû pêşiya xûlê hêştiran û oreora wê bû. [10237 cihani_bilican] Karwan li nav xûlê hêştiran ra derbas bûn. [10238 cihani_bilican] Hê xûlê hêştiran kuta nekiribûn, ko dîna xwe danê çil pêncî siwarên tev girêdayî waye keriyekî pezên çîle qerqaş ko nêzîkî pêncsed pezî dibû, dane pêşiya xwe. [10239 cihani_bilican] Sê term jî li ser pişta hespan girêdayî bûn. [10240 cihani_bilican] Hespên ko term li ser pişta wan girêdayî bûn, li dû xwe ra kiribûn êrdekê. [10241 cihani_bilican] Çek û rextên kuştiyan jî hema wisan bi terkiya hespên wan va girêdayî bûn. [10242 cihani_bilican] Siwar û keriyên pezî hatin û li wana bihorîn. [10243 cihani_bilican] Karwanî besta qîvaristanê kuta kirin û berê wan kete newalekî. [10244 cihani_bilican] Newal, newaleke hind kûr nibû. [10245 cihani_bilican] Lê hindekî serhevraz ketibû. [10246 cihani_bilican] Demeke xurt pê çû, ta ko li ser ketin. [10247 cihani_bilican] Gava ko li ser hevrazê newalê ketin û giheştin hêsiyê. [10248 cihani_bilican] Dîmen bi giştî dihate guherînê. [10249 cihani_bilican] Navçeyeke mezin û bi dar û bar bi wan va hate xûyanê. [10250 cihani_bilican] Hindî çavan kar dikir, gund û bajar û bajêrke bûn ko mil kutabûn hev û ber va diçûn. [10251 cihani_bilican] Her aliyê wê navçê li dûr va çiyayên bilind û serkever kiribûn helboqa xwe da. [10252 cihani_bilican] Li hêsiyê da berjêr bûn. [10253 cihani_bilican] Serberjêrekî tund û zivir bû. [10254 cihani_bilican] Hevalan alî hev kirin, teng û ber û qûş û palûmên pêroyan şidandin. [10255 cihani_bilican] Kerr kete pêşiyê û karwanî da dû wî. [10256 cihani_bilican] Li ser berjêri da ber bi dar û baran şûlikîn. [10257 cihani_bilican] Ta ko ew serberjêra, kuta kirin, roj hate raserî serê wan. [10258 cihani_bilican] Ketin nava dar û baran. [10259 cihani_bilican] Her alî rêkê darên bîh û çinarên destçandî dabûne ber xwe. [10260 cihani_bilican] Li gelek ciyan da rê teng dibû. [10261 cihani_bilican] Serên darên herdu aliyên rê giheştibûn hev. [10262 cihani_bilican] Xoşîna ava cokekê bû li rex rê ra derbas dibû û dikete nava daristanê. [10263 cihani_bilican] Rê li nîveka gundekî çil pêncî malî ra derbas bû. [10264 cihani_bilican] Seyên gundi hêriş anîne ser karwanî. [10265 cihani_bilican] Lê du sê kesan xwe dane pêşiya san, da ko karwan bihorîn. [10266 cihani_bilican] Jinên gund hemûyê reş girtibûn û sûretên xwe dirandibûn. [10267 cihani_bilican] Çavên mêran şil û serên wan li ber da bû. [10268 cihani_bilican] Mirovî li reng û rûyê gundiyan ra dizanî ko qeziyayek li wan qewimiye. [10269 cihani_bilican] Li gund derketin. [10270 cihani_bilican] Li ber goristana gund ra bihorîn. [10271 cihani_bilican] Goristan li perê gund bû. [10272 cihani_bilican] Gorinên kewn mil kutabûn hev. [10273 cihani_bilican] Li ser pişka zore gorinan giy lev aliya bû. [10274 cihani_bilican] Pişka zore gorinan, gorinên dêriz bûn. [10275 cihani_bilican] Lê tek û tûk jî tê da ber çavan diketin ko hatibûn selbend kirinê. [10276 cihani_bilican] Yan jî bi keviran dîwarek li dorê hilcinîbûn. [10277 cihani_bilican] Du gor jî qubik kirîbûn. [10278 cihani_bilican] Li fêza gorinan çar gorên hindî hev, li rex hev da bera mirovî li ser xwe da radikişand. [10279 cihani_bilican] Xweliya gorinan taze û ter bû. [10280 cihani_bilican] Bêhna xweliya taze da serê karwaniyan. [10281 cihani_bilican] Evdurehmanê Terikî bi yarî û tirane got: [10282 cihani_bilican] Ewanê hanê taze razan e ha. [10283 cihani_bilican] Êxoyê File li bersiva wî da got: [10284 cihani_bilican] Tê jî dê rojekê razê yî, lê xwzî zû xew bi te biketa. [10285 cihani_bilican] Bê emeko, ez razêm lê kî ji zikê te yî qedele ra bixebite? [directspeech cihani_bilican] Ma tu ji zikê min ra dixebitî? [directspeech cihani_bilican] Be kê wî hûrî te yî qedele, tu dibêjî sekara kayê ye, bi bişî û mirtuxeyan diheşîne? [10286 cihani_bilican] Heval hemû bi van yariyên wan keniyan. [10287 cihani_bilican] Koça kurên Werdekê ketibû nava dar û bar û bax û baxçe û bostan û parêz û rezan û pêş da diçûn. [10288 cihani_bilican] Koç li çendîn gund û bajar û bajarkeyên mezin û biçûk bihorîn. [10289 cihani_bilican] Berebere dîmen û av û hewa dihate guhorînê. [10290 cihani_bilican] Hewa roj bi roj germ û germtir dibû. [10291 cihani_bilican] Êdî li reng û rûyê erdê û ji çawaniya hewayê ra zanîn ko bereber digihên germiyanê. [10292 cihani_bilican] Kelekela germa havînê ye. [10293 cihani_bilican] Hewa roj bi roj germ û germtir dibe. [10294 cihani_bilican] Nîvroya tav li raserî serê mirovî radiweste. [10295 cihani_bilican] Hema bînanî mixekî li nîveka asimani da kutayî cî da diraweste û nalive. [10296 cihani_bilican] Mixekî zêrînê perperkî bê hej û liv. [10297 cihani_bilican] Eger bilive jî mirov agah ji hej û liva wê nabe. [10298 cihani_bilican] Li hindek ciyan hulma germ ji erdê û asimanan quloz dibe. [10299 cihani_bilican] Lê li hindek ciyan her ew hulma jî tuneye. [10300 cihani_bilican] Her der hişk û germ û sinciriye. [10301 cihani_bilican] Mejiyê mirovî li serê mirovî da diqijile. [10302 cihani_bilican] Hindî karwanê kurên Werdekê berjêr diçe, hind diçe hewa germ û germtir dibe. [10303 cihani_bilican] Çiya dibin kolotên rûte xîzê. [10304 cihani_bilican] Çi deng û bas li çem û kaniyan niye. [10305 cihani_bilican] Ji bilî xîzê û xîzistanê tişteke dî li ber çavan nakeve. [10306 cihani_bilican] Erd û esman bînanî sêlên sor sincirîne. [10307 cihani_bilican] Ba nayê. [10308 cihani_bilican] Her cara ko bê jî, weke guriyên agirê kûrexanan davêje nav çavên mirovî. [10309 cihani_bilican] Hindik dimîne rû simbêlên mirovî bikuzirîne. [10310 cihani_bilican] Eve demanê çend rojane ko çiya û mêrg û çîmen û daristan li pişt serê xwe ra hêlane. [10311 cihani_bilican] Hindî çav qeter dike, deşteke rip û raste. [10312 cihani_bilican] Mirov ko weha li binê deştê dinihêre, tiştek wekî avê li ber çavên mirovî dikeve. [10313 cihani_bilican] Erê tiştek wekî çemekî, wekî cobareke avê, cobarek ava şîn, wekî maran li binê deştê da, ew cîhê ko mirov we hizir dike êdî kutaya deştêye, cobareke şîne avê çivana dide xwe û ber bi binê deştê dişûlike. [10314 cihani_bilican] Kerr li pêşiya karwanî ketiye. [10315 cihani_bilican] Daliqiyayî, daliqiyayî, daketî daketî pêş da diçin. [10316 cihani_bilican] Eva du roj in pêroyên wan av nevexwarine. [10317 cihani_bilican] Bixwe jî her wisan. [10318 cihani_bilican] Kef li ser devên hesp û hêstir û hêştiran ketiye. [10319 cihani_bilican] Hêştir li besteke weha da eger çendîn rojan jî bêav bimînin, êh li ber çavên wan ra nayê. [10320 cihani_bilican] Lê hesp û hêstir berewajî wan divê ko layê kêm rojê du sê caran bêne avdanê. [10321 cihani_bilican] Ew jî li wê germiyan û bejiya bê av da. [10322 cihani_bilican] Li danê havînê û li wê besta germ û li wê hewaya wisan cigersoj da hesp ko qet çi giyanlibereke dî jî tab nake. [10323 cihani_bilican] Bona van ajelana agir li serê Kerr û hevalan ketiye. [10324 cihani_bilican] Li ber tîhnîtiyê dev û lêvên wan bizmirîne. [10325 cihani_bilican] Raste ko çar meşkên tijî av li ser pişta pêroyane, lê li tirsa roja reş da, dest li ava meşkan nadin. [10326 cihani_bilican] Nizanin yê çi bikin. [10327 cihani_bilican] Her tenê bi milê rê ra girtine û pêş da dikudînin. [10328 cihani_bilican] Ber û best tev da xîz û xîzistan e. [10329 cihani_bilican] Xîz li saxiriyê hespane. [10330 cihani_bilican] Lingê hespan ta fêza çokan li xîzê da çik dibin. [10331 cihani_bilican] Xîz wisan hûre tu dibêjî, ko li elek û bêjingan dan e. [10332 cihani_bilican] Tu dibêjî dabêtine. [10333 cihani_bilican] Xîzeke hişk û zuha. [10334 cihani_bilican] Li ber bêhna bayê bilûrê jî xîz wekî siwaran li rê dikeve û li dora tûmên qîvar, devdîş, hewşan û devendeştiyên ko bi fersexan dûrî hevdu rawestan e, berev dibe. [10335 cihani_bilican] Eger ba qasekê bidomîne, her di gavekê da, ew tûma devenê, ew qola qîvarê, ew bistika devdîş û hewşanê li bin xîzê da wenda dibe. [10336 cihani_bilican] Xîz berebere li dora wê tê hev û ewê li bin xwe da bezir dike û girekekî biçûk li ser bêhna wê serast dike. [10337 cihani_bilican] Tu dibêjî ewê bi dest gor dike. [10338 cihani_bilican] Her di gavekî da besta qîvar û hewşanê dibe girik û topikên xîzê û mirov dibêje qay qet li dirêjaya mêjûyê da çi tişt ji bilî xîzê li wê derê tunebûye. [10339 cihani_bilican] Her di gavekê da ew tûm û qolên heyî jî li ber çavên mirovî bezir dibin. [10340 cihani_bilican] Erê çol û çolistan berî û berîstan, xîz û xîzistan, xîz li ser saxiriyên hespan, sêfîl û sergerdan, kes nizan Xudê dizan. [10341 cihani_bilican] Hînga sal û deman, niha bi zar û ziman. [10342 cihani_bilican] Taze serê kurên Werdekê ketibû, qax û bendên giran. [10343 cihani_bilican] Li vê besta bêav û bêday û bav da, her tişt dijî şînbûn û pervedan û zêdekirinêye. [10344 cihani_bilican] Li besteka weha da çi tişt neşê şîn bibe. [10345 cihani_bilican] Eger qîvarek, yan tûmeke hewşanê, jî serê xwe li nava xîzê da derêxe, gereke çendîn gezan reh û rîşalan bavêje binê erdê, li kûraniya sîngê erdê da çeng vede, wisan berk û bitew bibe, ko bikaribe serê rîşalên xwe bikute erdê û xwe bigehîne nema binê erdê û bişê bo demekê li ser piyan bimîne. [10346 cihani_bilican] Lê dîsan jî eger bayek bê, yê her di gavê da serê wê li bin xîzê da çal bike. [10347 cihani_bilican] Yê ewê li bin xîzê da binpeç bike. [10348 cihani_bilican] Zimanê karwaniyan li devê wan da reş bûye. [10349 cihani_bilican] Bûye kevir. [10350 cihani_bilican] Rast e çar meşk ava wan heye, lê dil nadin dest li wê avê bidin. [10351 cihani_bilican] Ew ava germ û girav ji bo roja reş hildane. [10352 cihani_bilican] Ji paşeroja bêomidiyê ra hilanîne. [10353 cihani_bilican] Nîveka nîvro û êvarê bû. [10354 cihani_bilican] Kerr li pêşayîka karwanî rawesta û bi hejiyareya destê xwe binê beriyê nîşanî hevalan da û got: [10355 cihani_bilican] Hevalino! [10356 cihani_bilican] Mirov dibêje qay a, ewa hane, dîna xwe bidinê, a, ewa binê deştê da, a, ewa hane ko diçilvile, kanî yan çem e. [10357 cihani_bilican] Evdurehmanê Terikî gotê: [10358 cihani_bilican] Kerr ew leylane, leylan! [directspeech cihani_bilican] Na, leylan nîne. [10359 cihani_bilican] Leylan naçilvile. [10360 cihani_bilican] Ev diçilvile. [10361 cihani_bilican] Rewneq dikevê. [10362 cihani_bilican] Dide nava çavên mirovan. [10363 cihani_bilican] Ezê ber bi wê avê, yan wekî te gotî ber bi wê leylanê herim. [10364 cihani_bilican] Eger av bû, ezê bêm û we pê bihesînim. [10365 cihani_bilican] Av nebû jî gereke em çareyekê bikin. [10366 cihani_bilican] Hûn jî hema bidin ser vê şiverêkê û bikudînin. [10367 cihani_bilican] Li rê dernekevin ha. [10368 cihani_bilican] He we li nava xîzistanê da rê bezir kir, êdî zor dijwar e ko hûn bişên rêka xwe careke dî peyda bikin. [10369 cihani_bilican] Ne dar û bareke, ko mirov ji xwe ra bike nîşan. [10370 cihani_bilican] Ne jî girik û topik û kevir û kuçikek heye. [10371 cihani_bilican] Her der bî- [10372 cihani_bilican] nanî hev in. [10373 cihani_bilican] Rast bi milê rê ra bigirin. [10374 cihani_bilican] Agaya we ji hevdu hebe. [10375 cihani_bilican] Eger jî ba li we rabû, û we nikarî hûn rêka xwe bidomînin, her yek ji we perûyekê bi serê rimên xwe va bikin û li cîda rûnên û terka hevdu nekin. [10376 cihani_bilican] Lê bi min wereng bagera xîzê yê çê nebe. [10377 cihani_bilican] Hewa sayiye. [10378 cihani_bilican] Dê îca bi xatirê we. [10379 cihani_bilican] Kerrî ev got û zengî li Sosikê da û berê Sosikê da wê ava ko li ber çavên wî ketibû. [10380 cihani_bilican] Li hindek ciyan da lingên Sosikê ta kaban li xîzê da çik dibû. [10381 cihani_bilican] Sosikê bi zorê lingê xwe ji xîzê der dixist. [10382 cihani_bilican] Lê li hindek ciyan da xîz hindik bû. [10383 cihani_bilican] Kerr li nava toz û dûmanê da li ber çavên hevalan wenda bû. [10384 cihani_bilican] Toza li ber simê Sosikê li hewa ket û bînanaî dûkeleke gewir xetek kişande pêsîra deştê û ber bi asimanan quloz bû. [10385 cihani_bilican] Piştî demekê ewê dûkela gewir ji hev berda. [10386 cihani_bilican] Bayek rabû û cîhan reş û tarî kir. [10387 cihani_bilican] Li her alî dûman quloz bû. [10388 cihani_bilican] Bû xuşîna xîza hûr û xîz li rê ket. [10389 cihani_bilican] Xuşîna xîza hûr bû, li ber simên pêroyan radibû û berî wan dikete serê rê û ser hev ra diqulibî. [10390 cihani_bilican] Li demekê da besta xîzê weke deriyayeke bêbin pêl veda. [10391 cihani_bilican] Pêlan li ser hevdu ra davîtin û hevraz û berjêr li hev digeriyan. [10392 cihani_bilican] Lemelema deriyaya xîzê bû. [10393 cihani_bilican] Şepêlan li se hev ra diavîtin. [10394 cihani_bilican] Ba berebere tundtir û gujtir dibû. [10395 cihani_bilican] Bû oreora hêştiran û hîrehîra hesp û hêstiran. [10396 cihani_bilican] Qentera hêştiran rast ketibûn rê û diçûn. [10397 cihani_bilican] Lê hesp nikarîn pêş da biçûyana. [10398 cihani_bilican] Hesp û hêstir li nava bagera xîzê da li hev aliyan. [10399 cihani_bilican] Seroqûno bûn. [10400 cihani_bilican] Karwanî neçar man, li hespan peya bûn û hesp destkêş kirin û ketin dû hêştiran. [10401 cihani_bilican] Lê hesp û hêstir li dû wan nediçûn. [10402 cihani_bilican] Hîrehîr û fîrefîra hespan bûn û şeh radibûn. [10403 cihani_bilican] Ba lev zivirî. [10404 cihani_bilican] Bû firtone û bagera xîzê. [10405 cihani_bilican] Bagerê her alî reş û tarî kir. [10406 cihani_bilican] Karwanî neçar man, hêştir yêx kirin. [10407 cihani_bilican] Hefsarê hespan avîtin cihazên hêştiran û çawa ko Kerrî gotibû wana, her yekê perûyekî sipî bi serê rimên xwe va îşkeîşk girêdan û binê riman danîn erdê û serê riman li hewa girtin û hemû berevî ser hev bûn û serên xwe dane ser hev û li ber pesêva hêştiran da rûniştin. [10408 cihani_bilican] Bayê dil hebû kum û kolozên wan li serên wan birevanda û lêdida rim li destên wan da vî alî wî ditewand. [10409 cihani_bilican] Dikir ko riman ji destên xudanan derîne. [10410 cihani_bilican] Lê her yek bînanî qirniyê bi rimên xwe va zeliqîn. [10411 cihani_bilican] Destek li riman û yek li kum û kolozan. [10412 cihani_bilican] Hindî zora wan hebû, rimên xwe tund li destên xwe da girtin û kum û kolozên xwe temisandin serên xwe û li ber xwe dan û nehîştin rimên wan ji destên wan û kumên wan ji serên wan bikevin erdê. [10413 cihani_bilican] Bû şelp û telpa perûyan û hesp pêş da lê silikîn, lê paşê hêdî hêdî êm bûn. [10414 cihani_bilican] Ba hindî diçû gujtir dibû. [10415 cihani_bilican] Weke lêmişteke tund xuşîna xîzê bû. [10416 cihani_bilican] Xîz li dora wan ra bû çenber. [10417 cihani_bilican] Bayê lêdida û xîz li dora wan û pêroyan da berev dikir. [10418 cihani_bilican] Ew alayên sipî ko bi serên riman va hatibûn darda kirinê, her yek bînanî kotirek serjêkirî vî alî wî alî per lê didan û li ber giyanê xwe didan û xwe diçirçirandin. [10419 cihani_bilican] Cîhan wisan tarî bibû ko kesî kes nedidît. [10420 cihani_bilican] Dilên wan li sebeda sîngên wan da tundetund dikuta. [10421 cihani_bilican] Bêhna wan çik dibû. [10422 cihani_bilican] Xwelî û toz û xîzê xwe davîte ser çavên wan. [10423 cihani_bilican] Dev û lêvên wan li ber tînîtiyê û li ber tozê hişk bibû û bizmirî bû.Tuf li devê wan da bibû mast. [10424 cihani_bilican] Dema ko hewa lap tarî bû hemûyê dest ji ber xwe hildan û kesî bawer nekir ko dê giyanê zindî ji vê bagerê rizgar bikin. [10425 cihani_bilican] Her yekê li tirsa giyanê xwe da qiseyek diperand. [10426 cihani_bilican] Em çûn. [10427 cihani_bilican] Êdî rizgariya me tune. [10428 cihani_bilican] Xudê tofanê me hemûyê bixendiqîne. [10429 cihani_bilican] Kuro em her vaye niha da difetisin. [10430 cihani_bilican] Kerê malava jî ji me qetiya. [10431 cihani_bilican] Erê lê dîsan hema em li ba hevdu bimirana. [10432 cihani_bilican] Kuro bes e xeber nedin, xîz tijî devê me bû. [10433 cihani_bilican] Eva Evdurehmanê Terikî bû ko pê dermilka kurtikê xwe xîza ko tijî de-vi bibû, deranî. [10434 cihani_bilican] Kir ko tuf bike. [10435 cihani_bilican] Lê çi tuf li devê wî da nemabû. [10436 cihani_bilican] Pê didanên xwe zimanê xwe verot û bi lêv û didanan xîza li devê xwe û li ser zimanê xwe da avîte derva. [10437 cihani_bilican] Hemûyê serên xwe kutabûn li ser hev. [10438 cihani_bilican] Bêhna helka wan tevî hev dibû. [10439 cihani_bilican] Li ber bêhnê xûyî didan. [10440 cihani_bilican] Xîzê ta nîvê leşê wan dagirt. [10441 cihani_bilican] Ta qefesa sîngê wan li jêr xîzê da ma. [10442 cihani_bilican] Hêdî hêdî xîz ber bi qirika wan dihat û ber bi serê wan hildikişiya. [10443 cihani_bilican] Berpişt û berîkên wan tijî xîz bû. [10444 cihani_bilican] Fişe fişa wan bû. [10445 cihani_bilican] Piştî demeke xurt ba hêdî hêdî rawesta û berebere bagerê danî û hewa kûşkê ronahî bû. [10446 cihani_bilican] Tav li esmanî da, li pêşberî wan weke çirayeke tozavî hate xûyanê. [10447 cihani_bilican] Toz û temê hêdî hêdî vekir. [10448 cihani_bilican] Karwaniyan serên xwe li ser hevdu rakirin. [10449 cihani_bilican] Li nav çavên hevdu nihêrîn. [10450 cihani_bilican] Şabûn. [10451 cihani_bilican] Li hevdu girnijîn û bizorê karîn xwe li nava xîzê derînin. [10452 cihani_bilican] Bi kul û halan rabûn ser piyan. [10453 cihani_bilican] Aliyê berbeba xîzê li ser kûfana hêştiran ketibû, lê aliyê pişteba xîz hiniktir bû. [10454 cihani_bilican] Hêştir rakirin. [10455 cihani_bilican] Bû fîrefîra hespan û difinên xwe paqiş kirin. [10456 cihani_bilican] Gava ko hêştir rakirin, dewsa wan koreka mezin serast kiribû. [10457 cihani_bilican] Nîvçalek gurover. [10458 cihani_bilican] Bînanî goreke komelî. [10459 cihani_bilican] Gorteke tabayî. [10460 cihani_bilican] He rastî jî taze li nav gorinê derketibûn. [10461 cihani_bilican] Taze ji gorê rabibûn. [10462 cihani_bilican] Dilka wan dikuta. [10463 cihani_bilican] Ser û rûyên wan li ber tozê û xweliyê nedihate xûyanê. [10464 cihani_bilican] Pirça wan gewir û boz dikir. [10465 cihani_bilican] Evdurehman li korikê mêze kir û got: [10466 cihani_bilican] Xudê kem eger her nîv demjimêrên dî jî bidomanda, em hemû li vê ko [10467 cihani_bilican] rikê da miribûn. [10468 cihani_bilican] Qet kesî termên me jî peyda nedikir. [10469 cihani_bilican] Neimetê Îsi got: Xudê gumgumokan dê em bixwarana. [10470 cihani_bilican] Buxdoyê File got: Gumgumok canewreke pir bêgunehe. [10471 cihani_bilican] Neimet xwe li ser va nebir û bersiva Buxdoyî neda. [10472 cihani_bilican] Li dû Buxdoyî ra Êxo keniya û got: [10473 cihani_bilican] Neimet Xudê kem, ez li dewsa gumgumokan giftê didime te, çi gumgumok goştê te naxon. [10474 cihani_bilican] Neimetê Îs bi vê yariya Êxo pir aciz bû û xwe lê pert kir û gotê: [directspeech cihani_bilican] Êxo dibêje qay tu zêdegaviyan dikî, ha. [10475 cihani_bilican] Evdurehman gotê cihe Neimet Êxo yariyan dike. [10476 cihani_bilican] Dîsan bixwe jî keniya û got: [10477 cihani_bilican] Xudê kem ez jî li batî gumgumokan giftê didime te. [10478 cihani_bilican] Hemû tev keniyan. [10479 cihani_bilican] Neimet jî bi neçarî bi wan ra keniya. [10480 cihani_bilican] Kuliki destûr da: [10481 cihani_bilican] Em gereke rê kevin, hê ko tarî neketiye erdê. [10482 cihani_bilican] Her kesî serê hespê xwe ra girtibû. [10483 cihani_bilican] Lê çi rê û dirb nedihate xûyakirinê. [10484 cihani_bilican] Bagera xîzê rê û ban hemû wenda kiribû. [10485 cihani_bilican] Nizanîn yê li kî alî da herin. [10486 cihani_bilican] Kûşkê hizirîn û dîna xwe dane dor û berên xwe. [10487 cihani_bilican] Her der hatibû guherînê. [10488 cihani_bilican] Li wê besta rip û rast da, bi hezaran topikên xîzê mil kutabûn hevdu û ber û best dabûne ber xwe. [10489 cihani_bilican] Kuliki li dor û berên xwe nihêrî û got: [10490 cihani_bilican] Başe ew aliyê hanê ko tav hindik maye bi deştê va bizeliqe, rojava ye. [10491 cihani_bilican] Ev aliya jî rojhelat e. [10492 cihani_bilican] Gava ko em li rê dabûn rojava li milê me yê rastê û rojhelat jî li milê me yê çepê da bû. [10493 cihani_bilican] Wisan be, pêşberî me jî başûre. [10494 cihani_bilican] A, em gereke weha rast herin. [10495 cihani_bilican] Hemûyan gotinên Kuliki rast derêxistin û ber bi başûrê rê ketin. [10496 cihani_bilican] Lê rêka çi! [10497 cihani_bilican] Halê çi!! [10498 cihani_bilican] Ji bilî topikên xîza elekkirî çi tişt nedihate xûyanê. [10499 cihani_bilican] Rast bû ko li tirsa bagera xîzê hemûyê xwe li ber pesêva hêştiran da veşartibûn, lê dîsan jî bêhna xwe standibûn. [10500 cihani_bilican] Hindî ko ba û bager bû, li tirsa giyani da tînîtî nedikete bîra çi kesî. [10501 cihani_bilican] Lê, gava ko li buveya bagerê rizgar bûn, dîsan tîhnîtiyê li hemûyê seh kir. [10502 cihani_bilican] Tûk li devê hemûyê da meyîbû. [10503 cihani_bilican] Kulik li pêşiya karwanî rawesta û got: [10504 cihani_bilican] Êdî em tîhna nikiarin rê herin. [10505 cihani_bilican] Hêştira pêşîn hîş bikin, her yek me qurtek av li devê xwe werde, paşê em li rê bikevin. [10506 cihani_bilican] Bi gotina Kuliki ra Evdurehmanê Terikî, hêştira pêşîn hîş kir. [10507 cihani_bilican] Barê li ser pişta wê vekir. [10508 cihani_bilican] Her du meşkên avê li ser barê wê anî xwarê. [10509 cihani_bilican] Evdurehmanî tasikek hilda û serê mirovê nîv tasik av dayê û got: [10510 cihani_bilican] Kuro pêş da gulpekê li devên xwe werdin û birijînin û paşê vexon. [10511 cihani_bilican] Bi vebûna derê meşkan ra hemû şa bûn. [10512 cihani_bilican] Her yekê xeberek digotin: [directspeech cihani_bilican] Kuro nehêle bihirşe, heyfe. [10513 cihani_bilican] Kuro her gulpekê tenê li devê xwe werde. [10514 cihani_bilican] Te av kuta kir. [10515 cihani_bilican] A, Kerr jî niha tîhnî ye. [10516 cihani_bilican] Erê lê ew jî niha tîhnî ye. [10517 cihani_bilican] Baş e em ko avê kuta nakin. [10518 cihani_bilican] Na, na ava me têra me deh rojan heye. [10519 cihani_bilican] Me nizanî ka Kerr kû da çû! [10520 cihani_bilican] Her li kêderê hebe, dê bê û me peyda bike. [10521 cihani_bilican] Erê Sosikê bêhna me hilde û bê û me bibîne. [10522 cihani_bilican] Gava ko av vedixwarin, çavên pêroyan li destên wan bû. [10523 cihani_bilican] ewan pê çavên xwe ava para xwe dixwastin, û bi zimanê bêzimanan digotin, ne em jî bînanî we tîhnî ne. [10524 cihani_bilican] Hemûyan ev gotinan li çavên wan pêroyana da dixwendin, lê kesî xwe li ser wê hindê da nebirin. [10525 cihani_bilican] Evdurehmanê Terikî dîsan bînanî pêş da devên meşkan baş girê da û hevalan alî wî kirin û meşk dîsan avîtin ser pişta hêştirê. [10526 cihani_bilican] Hêştir rakirin û pêkve deşt dane ber sîngê xwe û pêş da çûn. [10527 cihani_bilican] Hewşan giyayekî gewireşîne. [10528 cihani_bilican] Rengê hewşanê tûsî ye. [10529 cihani_bilican] Bilindaya wê gorekî cîhê ko lê şîn dibe, ferq dike. [10530 cihani_bilican] Li navçên çiyayî da, bejna wê gelekî bilind be, sê yan çar bihost e. [10531 cihani_bilican] Lê li navçên germ da hewşan bejn vedide û nêzîkî gezekê jî bilind dibe. [10532 cihani_bilican] Bistiyê hewşanê şax şaxî û pelgên wê hûrik û gulên wê yên gewrik jî guşîkîn e. [10533 cihani_bilican] Lê berewajî dîtir giyayên guldar gulên hewşanê li seranserî bistik û şaxên wê da dibişkivin. [10534 cihani_bilican] Bistikên hewşanê zirav û nazik in. [10535 cihani_bilican] Rengê gulên wê, yan çawaniya gulê wê giring nîne. [10536 cihani_bilican] Lê tişta ko taybetmendî daye giyayê hewşanê bêhna wê ya tund e. [10537 cihani_bilican] Dibêjin kêz û kurm û mişk û mar ji bêhna hewşanê direvin. [10538 cihani_bilican] He li ber wê hindêye ko gava hewşan du sê bihostan bilind dibe û gulên wê yên hûrik taze dixwazin bibişkivin, gundî û koçer deste deste diçin berev kirin, yan li ser gotina wan bixwe çinîna hewşanê. [10539 cihani_bilican] Bistikên hewşanê ji rîşal da derdixin, yan jî pê dasikan didirûn û ewê gurz gurzî dikin û dibin malên xwe. [10540 cihani_bilican] Li nav hewşana çinî da, ew bistikên wê yên dirêj û stûr ji yên dî vediqetînin û li ser banan radixin, ta ko li ber tavê hişk bibe. [10541 cihani_bilican] Gava ko hişk bû, kêzikan jê çê dikin. [10542 cihani_bilican] Lê ew bistên dî jî hema wisan tereter li bin nivînan radixin û dibêjin hewşan rîşala kêz û kurman diqelîne û bi taybetî jî kêçan rehbir dike. [10543 cihani_bilican] Ca li naverasta meha buharê ya kutayê da, tu derê mala kîşk koçer û gundiyî ve dikî, bêhna tund e hewşanê dide serê te. [10544 cihani_bilican] Bêhna hewşanê ne bêhneke wisan tunde, ko li mirovî bigire, lê ne jî bêhneke gulavîn e. [10545 cihani_bilican] Bêhna wê tiştekê mirovî mest û bêhal dike. [10546 cihani_bilican] Lê ta roja îro kes salixan nade, ko kesek yan ajeleke malî bi hewşanê ketibe. [10547 cihani_bilican] Tenê hewşan dermanê rehbirkirina kêçan û dîtir kêz û kurmane. [10548 cihani_bilican] He li ber vê hindêye ko koçer û gundî gêzikan li hewşanê çê dikin. [10549 cihani_bilican] Da ko gava malê bi wan vedimalin, bêhna wan li erdê malê da bigere û cir û canewerên pintû û buvedar ji holê rake. [10550 cihani_bilican] Hindek mal jî navaxina doşikan li hûrikên hewşanê dadipirînin û dibêjin kêç û kêz û kurm nawêrin li ser wan doşikana bikevin. [10551 cihani_bilican] Xezal gelek caran li ber siya hewşanê dizên û mexelê karên xezalan gelek ciyan da li nava tûmên hewşanê da ye. [10552 cihani_bilican] Hewşan li lêmiştgeh û xîzistanan da, li rex qîvar û kerengtûsiyan da hêşîn dibe. [10553 cihani_bilican] Hewşan‚ germiyanê berewajî hewşana çiyan qol qoliye. [10554 cihani_bilican] Qolên wê dikarin siyeke baş serast bikin û eger keriyên bizinan lê nehewilin, ta naverasta havînê jî, dimînin. [10555 cihani_bilican] Gava ko Kerr ji hevalan qetiya, berê Sosikê da wê ava ko dîtibû. [10556 cihani_bilican] Lê hindî Sosik dikudand û diçû, bi wê avê ra nedigihîşt. [10557 cihani_bilican] Hindî zengî li Sosikê dida û dihajot, hind diçû ew coka şîn jî li ber çavên wî dûr diket û ji wî direvî. [10558 cihani_bilican] Lê Kerr bê hîvî nedibû. [10559 cihani_bilican] Terka wê avê nedikir. [10560 cihani_bilican] Ew serok û berpirsê karwanî bû. [10561 cihani_bilican] Perîşan li mal da li hîviya wî maye. [10562 cihani_bilican] Çav li rê ye. [10563 cihani_bilican] Bi her cureyî divê ko avê ji hevalan ra, ji pêroyan ra, ji xwe ra peyda bike. [10564 cihani_bilican] Eger kaniyekê, golavekê, golmancekê jî peyda bike, ji mirinê filitîne. [10565 cihani_bilican] Rizgar bûne. [10566 cihani_bilican] Gihîştiye beriya Şengarê û Bilîcan ji Emer Axayî ra haniye û li Perîşanê bûye xudan. [10567 cihani_bilican] Kerr li vê bîr û hizrê da Sosik zengî dikir û pêş da diçû. [10568 cihani_bilican] Sosikê xîza elekkirî diqelaşt û pêş da diçû. [10569 cihani_bilican] Da ko Kerr giheşte besteke seranser hewşan û kerengtûsî. [10570 cihani_bilican] Hindî çavan qeter dikir, tûmên hewşanê û kerengtûsiyan bûn ko mil kutabûn hev û berva diçûn. [10571 cihani_bilican] Hindek ciyan rixtim û li hindek ciyan jî sêrek. [10572 cihani_bilican] Taze qelûnkêşek, yan du qelûnkêş dibû ko ji hevalan qetiyabû ko bayekî sivik, nermebayekî germ vizandê. [10573 cihani_bilican] Bi rabûna bayê ra gijên kete besta hewşanê. [10574 cihani_bilican] Hewşana şîn û kerengtûsiyên tûsî weke deriyayeke pêlawî hurmicî. [10575 cihani_bilican] Durust bînanî deriyayeke pir şepêl û tûre pêlan li ser pêlan ra dihavît. [10576 cihani_bilican] Kerrî Sosik li besta hewşanê da. [10577 cihani_bilican] Giheşte naverasta bestê. [10578 cihani_bilican] Nişkava bû şingîna karexezalekê û li ber Sosikê rabû. [10579 cihani_bilican] Gava ko çavên Kerrî bi karxezalê ket, desthelatdariya xwe ji dest da. [10580 cihani_bilican] Kerrî nîvê temenê xwe li nêçîr û nêçîrvaniyê da bihorandibû. [10581 cihani_bilican] Nêçîrvanî jê ra bibû xûyekî hemêşeyî. [10582 cihani_bilican] Bêhemdê xwe berê Sosikê da ser kara xezalê. [10583 cihani_bilican] Kara xezalê bînanî bayê bezê li ber Sosikê direvî û li nava besta hewşanê da çerx lê dida. [10584 cihani_bilican] Lê Sosik jî hema li dû wê bû. [10585 cihani_bilican] Kara xezalê dor lê dida. [10586 cihani_bilican] Li hev digeriya û xwe li ber lingên Sosikê ra dikir û rêça xwe diguhest. [10587 cihani_bilican] Lê Sosik jî hespa nêçîrê bû, hema li ser bêhna wê bû. [10588 cihani_bilican] A, li vira na, li dera han, hema hindik dima ko pê ra bigihîşta. [10589 cihani_bilican] Lê kara xezalê dîsan çivane dibû û rêç diguhest. [10590 cihani_bilican] Kara xezalê du sê seriyan li nava besta hewşanê Sosik li dû xwe ra gerand û paşê li besta hewşanê derket û berê xwe da besta xîzê. [10591 cihani_bilican] Dûman li ser bestê ket. [10592 cihani_bilican] Kerr û Sosik û kara xezalê li nava toz û dûmanê da hevdu wenda dikirin. [10593 cihani_bilican] Kara xezalê sê çar seriyan jî li besta xîzê da Sosik çerixand û li dû ra xwe avîte nava qîvaristanê. [10594 cihani_bilican] Karê li ser çend tûmên qîvaran ra qewş dikir. [10595 cihani_bilican] Sosikê jî durust bînanî wê li ser tûmên qîvaran ra banz dida û simên xwe didana dewsa simên wê. [10596 cihani_bilican] Kara xezalê xwe davîte nav qetên tûmên qîvaran û dor lêdida. [10597 cihani_bilican] Sosikê jî bêhna nêçîrê kiriye, qet serî li ser rêça wê nahilîne. [10598 cihani_bilican] Sosik li canîtiya xwe da fêrî nêçîrê bûye. [10599 cihani_bilican] Nêçîrvanî ji wêya ra jî bûye xûyek ji xûyên neterikandî. [10600 cihani_bilican] Lê ew ta roja îro rastî nêçîreke weha beza û bi çift nehatibû. [10601 cihani_bilican] Dirik û qîvaran pelek û saxiriyên Sosikê didirandin. [10602 cihani_bilican] Lê êh li ber çavên Sosikê û Kerrî ra nedihat. [10603 cihani_bilican] Herdu jî bi kara xezalê ra ketine înkê. [10604 cihani_bilican] Hindî bêhna xûnê dida serê wan, hind diçû ji bo girtina nêçîrê tamarezûtir dibûn. [10605 cihani_bilican] Kara xezalê li nava qîvaristanê derket û dîsan xwe avîte naverasta xîzistanê. [10606 cihani_bilican] Kara xezalê sivik bû. [10607 cihani_bilican] Weke çawa pelgek li ser deriyayê dikeve, wisan li ser xîzê ra dişûlikî. [10608 cihani_bilican] Lê Sosik, Kerê pehlewan li ser piştê bû. [10609 cihani_bilican] Gelek ciyan, ta çîpan li xîzê da çik dibû. [10610 cihani_bilican] Lê dîsan jî li ber xwe dida û çav li ser kara xezalê ranedikir. [10611 cihani_bilican] Li du sê ciyan Kerrî kir ko kara xezalê bide ber reşêşkên tîran. [10612 cihani_bilican] Lê kara xezalê bînanî bayê bezê dibezî. [10613 cihani_bilican] Ta Kerrî bijangên xwe li hev bida, karê li ber çavên wî wenda biba. [10614 cihani_bilican] Kerrî li ber lêva xwe da bi kîn û kerb got: [10615 cihani_bilican] Hey la bêxudanê! [10616 cihani_bilican] Yezdan kem hez kî min giyanê xwe û Sosikê jî li ser te danabe, taze ez dest ji te nakêşim. [10617 cihani_bilican] Kara xezalê piştî çend ger û çivên pêçane, berê xwe da rojava. [10618 cihani_bilican] Li çavgirtinekê da best kuta kir û xwe avîte nava xilxilên sipî. [10619 cihani_bilican] Ewê dixwast, xwe bavêje çepan û xwe li nepeniyan da li ber çavên nêçîrvanî bezir bike. [10620 cihani_bilican] Li xilxilên sipî ber bi rizdeberan şûlikî. [10621 cihani_bilican] Li rizdeberan xwe avîte kevirê çeqmaqan. [10622 cihani_bilican] Li kevirê çeqmaqan xwe avîte girê Bûdo. [10623 cihani_bilican] Li girê Bûdo xwe avîte mexelê pezkûviyan. [10624 cihani_bilican] Li mexelê pezkûviyan xwe avîte qîracê daran. [10625 cihani_bilican] Li qîracê daran xwe avîte besta dirîreşkan. [10626 cihani_bilican] Li besta dirîreşkan li nava dirî û dar û devenan da, çivane da xwe û ber bi besta xezalan şûlikî. [10627 cihani_bilican] Li besta xezalan dîsan xwe gîhande besta xîzê. [10628 cihani_bilican] Dîsan li besta xîzê xwe avîte besta hewşanê. [10629 cihani_bilican] Sosik û Kerr jî hema wisan li ser bêhna wê ne. [10630 cihani_bilican] Li besta hewşanê jî dîsan weke cara pêşîn xwe avîte nava rizdeberan. [10631 cihani_bilican] Li ser berekî banz di-da ser berê din. [10632 cihani_bilican] Lê Sosikê jî per deranîbû. [10633 cihani_bilican] Ew jî hema li dû wê bû. [10634 cihani_bilican] Li nîva rizdeberên sipî da aveke zipezelal hindî lûlikê lûlehengekî jor da dikişiya. [10635 cihani_bilican] Lê evîna girtina nêçîrê, av çî ye, her tişt ji bîra Kerr û Sosikê biribû. [10636 cihani_bilican] Herdukan qet avirek jî nedane avê. [10637 cihani_bilican] Fîrefîra Sosikê bû, li ser kevirên çeqmaqan ra qewş dikir. [10638 cihani_bilican] Taze berê guçkên Sosikê ter dibû ko kara xezalê li sebedê da. [10639 cihani_bilican] Karê bihostekê zimanê xwe deranîbû. [10640 cihani_bilican] Nava wê bînanî tufika asinkeran radibû û rûdinişt. [10641 cihani_bilican] Sosik hema li ser bêhna wê bû. [10642 cihani_bilican] Karê berê xwe da serhevrazekî û bînanî bayê û birûskê diçû. [10643 cihani_bilican] Sosik jî hema li dû ra. [10644 cihani_bilican] Kar giheşte serê milê. [10645 cihani_bilican] Lê dîsan jî peyakê mirinê li dû wê ra dihat û dest jê nedikişand. [10646 cihani_bilican] Sosik li ser kevirên sipî ra banzdida û agir li ber nalên wê difirî. [10647 cihani_bilican] Kar li milê da serberjêr daket. [10648 cihani_bilican] Sosikê jî da dû wê. [10649 cihani_bilican] Bû firîna nalekî Sosikê û li ber guçkên Kerrî ra derbas bû. [10650 cihani_bilican] Lê Kerr her tişt ji bîr kiriye. [10651 cihani_bilican] Ji bilî girtina kara xezalê li bara çi tiştî da nahizire. [10652 cihani_bilican] Tu dibêjî qay her li zozanan ra bona girtina vê karê rê ketiye. [10653 cihani_bilican] Kar li gelî da serberjêr bû. [10654 cihani_bilican] Li serberjêri da, du sê caran lukumî. [10655 cihani_bilican] Girêl bû. [10656 cihani_bilican] Lê dîsan rabû ser piyan û bezî. [10657 cihani_bilican] Tirsa giyani hêza wê zêde û zêdetir kiribû. [10658 cihani_bilican] Giyan şirîn e. [10659 cihani_bilican] Ewê teterê mirinê li raserî serê xwe ra didît. [10660 cihani_bilican] Dalaşê nemanê li ser giyanê wê penc vedabû. [10661 cihani_bilican] Li dora serê wê ra ger lê dida. [10662 cihani_bilican] Diçerixî. [10663 cihani_bilican] Lê hindî hêza wê hebû, dida lingên xwe û pêş da diçû. [10664 cihani_bilican] Li ser kevir û li ser kendalan ra, li ser deven û daran ra, li ser qolên qîvar û tûmên dirikan ra cotkî banz dida. [10665 cihani_bilican] Sosikê jî hema bînanî wê. [10666 cihani_bilican] Karê ling radikir ewê lingê xwe didanî dewsa lingên wê. [10667 cihani_bilican] Kara xezalê bi lukumîn û banz û girêlbûn giheşte binê geliyî. [10668 cihani_bilican] Dîsan berê wê kete serhevrazekî dî. [10669 cihani_bilican] Herdukan pêkve serhevraz kuta kirin. [10670 cihani_bilican] Herdukan jî bi tundî li sebedê didan. [10671 cihani_bilican] Fîrefîra difina Sosikê bû. [10672 cihani_bilican] Kara xezalê jî fîşefîşa bêhnê bû, ko li pozan ra davît. [10673 cihani_bilican] Kerrî ev herdu deng jî dibihîst. [10674 cihani_bilican] Li serê hingivokê Sosikê xwe da ber guçkên kara xezalê. [10675 cihani_bilican] Kara xezalê dîsan weke çendik û çend caran xwe li ber ra kir û dîsan kete serberjêrî. [10676 cihani_bilican] Sosik jî dîsan weke çendik û çend caran li ser da tewiya. [10677 cihani_bilican] Herdu weke cotek cokên avê, ko li serberjêrekî reqî rût da bişûlikin, ber bi jêr şimitîn. [10678 cihani_bilican] Kara xezalê dîsan lukumî. [10679 cihani_bilican] Hol bû û şiqitî binê geliyî. [10680 cihani_bilican] Li binê geliyî da, Sosikê xwe da ser bêhna wê. [10681 cihani_bilican] Kerr jî ko gopalê zîvîn li destî da bû, gopal avîte stuyê kara xezalê. [10682 cihani_bilican] Karê xwe lemisand û gopal li ser pişta wê ra şûlikî. [10683 cihani_bilican] Helkehelka sê sebedên sîngan bû. [10684 cihani_bilican] Hersêkan bi hev ra li sebedê didan. [10685 cihani_bilican] Berê xezalê dîsan kete serhevrazî. [10686 cihani_bilican] Kara xezalê li ser hevraz da dil hebû per derîna û fir bida. [10687 cihani_bilican] Sosikê jî bîna wê per derîna bû. [10688 cihani_bilican] Kerr jî hema wisan gopal amade girtibû. [10689 cihani_bilican] Neh deh pêngav mabû, ko kara xezalê li ser biketa ko Sosikê xwe pê ra gîhand. [10690 cihani_bilican] Hindik mabû ko kara xezalê biketa nav dest û piyên wê. [10691 cihani_bilican] Kerrî serê wê li ser karê wê da da û gopalê xwe avîte stuyê karê. [10692 cihani_bilican] Vê carê gopal li stuyê karê da çik bû. [10693 cihani_bilican] Li gerdena wê da asê bû. [10694 cihani_bilican] Karê xwe gijgijand û xwest xwe li gîra gopali derîne, lê nedikarî. [10695 cihani_bilican] Kerr li ser pişta Sosikê xwar bû û destê xwe li pişta karê da cî kir û kar rakir danî nîveka xwe û qaşa zînî da. [10696 cihani_bilican] Dilê karê hind tund lê dida, te digot hema ha hane ko dilê wê weke cûncikekê li qefesa sîngê wê derkeve û bifire derva. [10697 cihani_bilican] Gurpegurpa sîngê wê bû, zimanê xwe bihostekê ji devê xwe deranîbû. [10698 cihani_bilican] Zimanê wê hişk û reş bibû. [10699 cihani_bilican] Gava ko Kerrî ew dana nîveka xwe û qaşa zîn, du hêsirên zirav li kaniya çavên wê jor da şûlikîn û li nav pirça nerm û tiftîkiya rûmetê wê da wenda bûn. [10700 cihani_bilican] Kerrî destên xwe li ser pişta wê gerand. [10701 cihani_bilican] Pişta wê hulo û qelew bû. [10702 cihani_bilican] Têra wan îşev dikir. [10703 cihani_bilican] Sosikê jî hê dikire fîrefîr. [10704 cihani_bilican] Sosik li xûyê da reş bibû. [10705 cihani_bilican] Kerr hêdîka li serberjêri da şûlikî nava kevirên çeqmaqan. [10706 cihani_bilican] Rizdên berezîvan mil kutabûn hev û hindî ko bi Kerrî va dihate xûyanê, berve diçûn. [10707 cihani_bilican] Zangek bilind ko ji tateberekî sipî û yekparçe pêk hatibû, li himberî Kerrî da dihate xûyanê. [10708 cihani_bilican] Li binê zangê da kevir li ser hev da hilcinîbûn û hewşeke biçûk çêkiribûn. [10709 cihani_bilican] Binê zangê wisan kor da çûbû, ko te digot qay bi dest xeritandine û sîvankek li ser hewşê serast kirine. [10710 cihani_bilican] Kaniyeke zelal li binê zangê da hildikeliya û ava wê dikete nava kevir û kuçikan û berjêr dikişiya. [10711 cihani_bilican] Kerrî Sosik ber bi wê kaniyê hajot. [10712 cihani_bilican] Li ser kaniyê peya bû û nêçîra xwe danî erdê. [10713 cihani_bilican] Nêçîrê xwe li nav destên wî da hilavît û bû mikemika wê. [10714 cihani_bilican] Nêçîrê dil dikir ko xwe li nav lepên Kerrî rizgar bike. [10715 cihani_bilican] Lê Kerrî kelên nedayê. [10716 cihani_bilican] Bi destekî bi çîpa wê ra girt û bi destê dî Sosik qaş kir û her wisan ko bi destekî li çîpa karxezalê ra girtibû, bi destê dî li ber pişta xwe li xencerê xebitî. [10717 cihani_bilican] Xencer ji kalanî kişand. [10718 cihani_bilican] Xencera wî li ber tava rojava çilvilî. [10719 cihani_bilican] Rewneqa xencerê kete çavên xezalê. [10720 cihani_bilican] Rewneqa çavên xezalê kete ser xencerê. [10721 cihani_bilican] Rewneqê li ser rewneqê da spêne kir. [10722 cihani_bilican] Lê Kerrî qet ew herdu rewneqana jî nedîtin. [10723 cihani_bilican] Nêçîr rakir û li erdê da. [10724 cihani_bilican] Bû barîna nêçîrê. [10725 cihani_bilican] Kerrî xencer dana ser skura wê û li skura wê helsût. [10726 cihani_bilican] Bû fîşqîna xûnê û li skura xezalê ra fîzikande derva. [10727 cihani_bilican] Digel fîzikandina xûnê dîsan bû barîna kara xezalê û bi tundî lingên xwe li erdê da. [10728 cihani_bilican] Paşê bi tundî lingên xwe li hev sûtin. [10729 cihani_bilican] Li dû ra hêdî hêdî lingên wê lerizîn. [10730 cihani_bilican] Xûn ji ber kişiya. [10731 cihani_bilican] Xûna wê li nav qetên çirgeya li rex kaniyê da wenda bû. [10732 cihani_bilican] Kerrî li dû ra xencer li îlika wê xist. [10733 cihani_bilican] Gava ko Kerrî îlika wê jenî. [10734 cihani_bilican] Karê bi tundî xwe çirçirand. [10735 cihani_bilican] Lingên xwe li erdê dan. [10736 cihani_bilican] Serên simên wê çirge verot û xetek kişande ser erdê li rex kaniyê. [10737 cihani_bilican] Kerrî serê wê jê kir û danî li rex cendeki. [10738 cihani_bilican] Karxezalê hê jî devê xwe digirt û vedikir. [10739 cihani_bilican] Kerr xencera xûnavî li desti da hate ser kaniyê. [10740 cihani_bilican] Taze dema ko çavên wî bi ava zelal ket, zanî ko ji bo peydakirina avê ji hevalan qetiyaye û bixwe jî seha tîhnîtiyê kir. [10741 cihani_bilican] Xencera xwe danî rex kaniyê û qurûyî avê bû. [10742 cihani_bilican] Du bêhnê tu bêjî av vexwar. [10743 cihani_bilican] Li ser kaniyê rabû. [10744 cihani_bilican] Pê pişta destê xwe dev û simbêlê xwe paqiş kir. [10745 cihani_bilican] Av tiştekê tund bû. [10746 cihani_bilican] Tama wê talî û şorî va dihingavt. [10747 cihani_bilican] Lê ne hind şor bû, ko mirov neşê vexwe. [10748 cihani_bilican] Kerrî destê xwe avîte xencera xwe û xencer pê ava kaniyê baş şoşt û pê pirça pişta karxezalê hişk kir. [10749 cihani_bilican] Dîsan xencera xwe li kalanî da cî kir û li ber pişta xwe da ediland. [10750 cihani_bilican] Kef li ser devê Sosikê ketibû û hema wisan qaş kirî li cî da xwe difirikand. [10751 cihani_bilican] Kerr giheştê û gema wê li ser pişta zînê wê da, vekir. [10752 cihani_bilican] Gem li serî deranî û bi hefsarê wê ra girt û ew hanî li ser kaniyê av da. [10753 cihani_bilican] Sosikê du bêhnan av hilçinî. [10754 cihani_bilican] Kir ko bêhna sê yê jî avê hilçine, ko Kerrî nehîşt û li ber xwe da got: Sosik tu westiyayî. [10755 cihani_bilican] Eger tu gelekî vê ava tal û tund vexoy, avê li te bigire. [10756 cihani_bilican] Kerrî dîsan Sosik gem kir. [10757 cihani_bilican] Bi dizgîna wê ra girt û ew li dû xwe destkêş kir û tişteke hevraz hilkişiya û li dû ra destê xwe avîtê û dûrbîna xwe ji xurcika terkiya Sosikê deranî û li rêka ko tê ra hatibû mêze kir. [10758 cihani_bilican] Kerrî hindî pileya dûrbînê serast kir û li rê nihêrî, çi tişt li ber çavên wî neket. [10759 cihani_bilican] Li dû ra hema li wê derê Sosik qeyd kir û gema wê li serî deranî û ew cî da hêla û bixwe dûrbîn li desti da, ber bi serê zangê çû. [10760 cihani_bilican] Ta ko gihîşte serê zangê bêhna wî girt. [10761 cihani_bilican] Destê xwe da newqa xwe û hilkişiya ser bilindtirîn kimê zangê. [10762 cihani_bilican] Dûrbîn da ber çavên xwe û li besta hewşanê nihêrî. [10763 cihani_bilican] Dûrbîn li ser besta hewşanê rakir û li ser besta qîvaran mêze kir. [10764 cihani_bilican] Dûrbîn li ser besta qîvaran rakir û li besta xêzê mêze kir. [10765 cihani_bilican] Gelekî lê nihêrî. [10766 cihani_bilican] Ji bilî girikên xîzê çi tişt li bestê da li ber çavan nediket. [10767 cihani_bilican] Bagerê lêdabû, ew besta ripe rast, girik girikî kiribû. [10768 cihani_bilican] Bi dîtina wan girikana ra Kerrî zanî, ko bagera xîzê li hevalan rabûye. [10769 cihani_bilican] Pir nihêran bû. [10770 cihani_bilican] Dîsan dûrbîn gerand. [10771 cihani_bilican] Li binê deştê da tav hindik mabû ko bi deştê va bizeliqe. [10772 cihani_bilican] Tav bînanî sêleke sor dihate xûyanê. [10773 cihani_bilican] Bînanî sêleke sor, ko te taze ji ser agirekî gur hilanîbe. [10774 cihani_bilican] Durust bînanî xûnê sor bibû. [10775 cihani_bilican] Bînanî piloteke agirê gur sor dikir. [10776 cihani_bilican] Paşê berebere kimê tavê bi deştê va zeliqî. [10777 cihani_bilican] Tavê û deştê hevdu ramûsîn. [10778 cihani_bilican] Paşê hêdî hêdî tav dakete ser sîngê deştê. [10779 cihani_bilican] Berebere ew sêla sor durust nîvî bû. [10780 cihani_bilican] Tavê û deştê hevdu himêz kirin li dû ra guroverka tavê bû devdask. [10781 cihani_bilican] Li kutayê da ew devdasika jî li binê deştê da bezir bû. [10782 cihani_bilican] Kerrî dûrbîn li wê nuqtê hilanî û li ser panatiya deştê da gerand. [10783 cihani_bilican] Li nava girên xîzê da, hemmanê tozeke zirav radibû hewa. [10784 cihani_bilican] Baş çavên xwe li ser dûrbînê da kuskusand û pileya dûrbînê hevraz û berjêr kir û bi zorê karî hindek reşên bînanî rêzikên mêhrûyan bibîne. [10785 cihani_bilican] Çend reşan rêz dabûne dû hev û ber bi wî dihatin. [10786 cihani_bilican] Li zangê da jor da hat. [10787 cihani_bilican] Qeyda Sosikê ji lingê wê vekir. [10788 cihani_bilican] Gema wê li serû da û ber bi cendekê karxezalê çû. [10789 cihani_bilican] Cendekê karxezalê sar bibû. [10790 cihani_bilican] Xûn bi skura wê va meyîbû. [10791 cihani_bilican] Ustuyê xezalê yê xûnîn temîz şoşt. [10792 cihani_bilican] Serê wê yê xûnavî jî şoşt û kire tayê xurcikê û cendekê karxezalê jî avîte terkiya Sosikê û bi terkîbendan baş girêda. [10793 cihani_bilican] Xûya Sosikê hişk bibû û bi toz û qirêcê va bi leşê wê va zeliqîbû. [10794 cihani_bilican] Pirça wê ya nerme nol gulok gulokî bibû. [10795 cihani_bilican] Kerrî lingê xwe kire zengiyê û li ser pişta Sosikê ket û berê Sosikê berjêr kir û li nav çavên kevirên çeqmaqan da jor da daket. [10796 cihani_bilican] Berezîv kuta kir û dakete deşta hewşanê. [10797 cihani_bilican] Deşta hewşanê kuta kir û giheşte deşta qîvaran. [10798 cihani_bilican] Li deşta qîvaran jî derket û giheşte besta xîzê. [10799 cihani_bilican] Li binê besta xîzê aliyê çepê bêhneka genî di-hat. [10800 cihani_bilican] Lê Kerr li ser pişta Sosikê her di xema karwanî daye. [10801 cihani_bilican] Qet ewê bêhnê li wî kar nekir. [10802 cihani_bilican] Cîhan jî êdî tarî bûye. [10803 cihani_bilican] Hindî gewriya Kerrî girt, navê Kuliki anî û gazî kir. [10804 cihani_bilican] Du sê caran li ser hev gazî kir û li dû ra xwe kir kir û guçkên xwe dagirt. [10805 cihani_bilican] Piştî demeke kurt dengekî li wî tesel kir. [10806 cihani_bilican] Deng nasî. [10807 cihani_bilican] Deng dengê Kuliki bû. [10808 cihani_bilican] Zengî li Sosikê da û ber bi dengî hajot. [10809 cihani_bilican] Li meydanekê da reşê qentera hesp û hêştir û hêstiran li tariyê da li ber çavaên wî ketin. [10810 cihani_bilican] Bû şîhîna Nijdiyî. [10811 cihani_bilican] Sosik jî li bersiva wî da şîhiya. [10812 cihani_bilican] Kerrî dizgîna Sosikê ragirt û gazî kir: [10813 cihani_bilican] Kuro hûn hatin?! [10814 cihani_bilican] Sê, çar dengan bi hev ra li pêşberî wî bersiv dan: [10815 cihani_bilican] Erê erê, em hatin. [10816 cihani_bilican] Lê tu li kêderê bûyî? [10817 cihani_bilican] Te qet çi kir?! [10818 cihani_bilican] Te av peyda kir, yan na!? [10819 cihani_bilican] Kerrî bersiv da: [10820 cihani_bilican] Erê, erê. [10821 cihani_bilican] Min kaniyeke wisan peda kiriye, ava wê tu dibêjî çirka şîre. [10822 cihani_bilican] Te li kêderê peyda kir? [10823 cihani_bilican] Waye li binê zangê da ye. [10824 cihani_bilican] Lê tu nîvro da li kê derê bûyî? [10825 cihani_bilican] Ez li nîvro da her li avê digerim! [10826 cihani_bilican] Kerr çû giheşte karwanî û karwan da pêşiya xwe û ber bi binê zangê rênimûnî kir û pirsî: Lê hûn çima hinde gîro bûn?! [directspeech cihani_bilican] Mala te ava bûyî! [10827 cihani_bilican] Em ji mirinê rizgar bûne, ew dibêje hûn çima gîro bûn? [10828 cihani_bilican] Lê tu qet napirsî, ka çi hatiye serê we? [directspeech cihani_bilican] Baş e! [10829 cihani_bilican] Bêjin kanê çi hatiye serê we? [directspeech cihani_bilican] Mala te yê, em ketin bagera xîzê. [10830 cihani_bilican] Hindik mabû em hemû li bin xîzê da bimana. [directspeech cihani_bilican] Hindik mabû me rêka xwe şaş bikira. [directspeech cihani_bilican] Xudê her demeke dî jî bagerê bidomanda, em li binê xîzê da hatibûn çal kirinê. [directspeech cihani_bilican] De min jî got ka çi hatiye serê we! [10831 cihani_bilican] Li vê bestê da bagera xîzê tişteke asayî ye. [10832 cihani_bilican] Ne hûn ko vaye tendurust hatine. [10833 cihani_bilican] Bi gotin û axiftin pêro dane ber xwe û kudandin, ta ko nêzîkî bi kevirê çeqmaqan kirin. [10834 cihani_bilican] Kerr kete pêşiya karwanî û ber bi binê zangê bir. [10835 cihani_bilican] Pêroyên westiyayî bi zorê li nava kevir û kuçikan ra hildikişiyan. [10836 cihani_bilican] Bêhna avê kiribûn. [10837 cihani_bilican] Xwe bi lez ber bi kaniyê kişandin. [10838 cihani_bilican] Li nava keviran ra hilkişiyan û xwe gîhandin kaniyê. [10839 cihani_bilican] Karwaniya serê pêroyan berdan û qurûyî avê bûn. [10840 cihani_bilican] Pêroyan jî her bi gem û devgem û hefsaran va devê xwe li avê di-gerandin. [10841 cihani_bilican] Lê av hind zor nibû ko li ber devê wan bikeve û devê wan tijî [10842 cihani_bilican] bike. [10843 cihani_bilican] Ava zirav dikete nava qet û qelîştekên keviran û bi taw berjêr diherikî. [10844 cihani_bilican] Hasûxan û Pasûxan zû bi kevir û gîha û çîman pêşiya avê xendiqandin û delavekî biçûk li ber kaniyê çêkirin. [10845 cihani_bilican] Av hêdî hêdî li delavi da berev bû. [10846 cihani_bilican] Delav tijî av bû û avê li ser ra avît. [10847 cihani_bilican] Vêca hevalan yekoyeko hesp û hêstir û hêştir li ser wî delavî av dan û pêroyên xwe têrav kirin. [10848 cihani_bilican] Li dû avdana pêroyan ra ber bi binê zangê hilkişiyan. [10849 cihani_bilican] Hîvê şîv xwaribû. [10850 cihani_bilican] Hîva çardê der û deşt tijî kiribû. [10851 cihani_bilican] Sîbera zangê dabû ser kaniyê. [10852 cihani_bilican] Hesp û hêstir li binê zangê da bi hev va girê dan. [10853 cihani_bilican] Kerrî got: [directspeech cihani_bilican] Her kelmelan bikişînin vira! [10854 cihani_bilican] Vêca bi hejiyareya destê xwe hewşa binê zangê nîşanî wan da. [10855 cihani_bilican] Ewana li kişandina kelmel û girêdana pêroyan da bûn, ko bû şîrpîna cendekekê, li terkiya Sosikê li ser destê Kerrî kete erdê. [10856 cihani_bilican] Kerrî cendekê karxezalê danî rex kaniyê û got: [10857 cihani_bilican] Ev jî şîva we ya îşev e. [10858 cihani_bilican] Bi ketina cendekê karxezalê ra hemûyan berê xwe dane Kerr û cendekê [10859 cihani_bilican] karxezalê. [10860 cihani_bilican] Evdurehmanê Terikî got: Beh beh karmamiz! [10861 cihani_bilican] Te li kêderê nêçîrê kir?! [directspeech cihani_bilican] Li besta hewşanê. [10862 cihani_bilican] Goştê wê xweşe ne Evdurehman? [directspeech cihani_bilican] Erê serê te! [10863 cihani_bilican] Biryana karmamizan zor xweş e. [10864 cihani_bilican] Ezê her nihe biriyanekê jê çê kim. [10865 cihani_bilican] Têra me îşev heye. [10866 cihani_bilican] Kerr û Evdurehman li axiftinê da bûn, ko Kulik hat û li ser serê karmamizê ra rawesta û got: [10867 cihani_bilican] Xudê mala te kavil neke! [10868 cihani_bilican] Dibêje qay tu bi Werdekê ra ketiyî kînê. [10869 cihani_bilican] Her çiya ko Werdekê gotiye, tu berewajî wê dikî. [10870 cihani_bilican] Ne dayîka Werdek em şîret kirin, gote me hespên xwe nevêjin dû karên xezalan. [10871 cihani_bilican] Ez nizanim tu çira şîretên Werdekê pêpes dikî. [10872 cihani_bilican] Tu çima bi gura Werdekê nakî. [10873 cihani_bilican] Ne qaşoka dayîka me, em şîret kirine! [10874 cihani_bilican] Ev hinde li van bestana nêçîr hene, her debiya ko te Sosik li dû kara xezalê bixista. [10875 cihani_bilican] Tu her mirovekî çepaneyî. [10876 cihani_bilican] Kerrî bersiv da: [directspeech cihani_bilican] Kuro nêçîr her nêçîre. [10877 cihani_bilican] Çi kara xezalê. [10878 cihani_bilican] Çi golka gakûvî. [10879 cihani_bilican] He ev rastî min hat. [10880 cihani_bilican] Ez ko derneketibûm nêçîrê. [10881 cihani_bilican] Ez li avê digeriyam û ev rastî min hat û min jî nêçîr kir. [10882 cihani_bilican] Nêçîr bixwe hate ser min. [10883 cihani_bilican] Ez ko li nêçîrê nedigeriyam. [10884 cihani_bilican] Lê evê komê yê îşev çi bixwarana Kulik? [10885 cihani_bilican] Hemûyê gotinên Kerrî rast derxistin û her yekê tiştek gotin: [10886 cihani_bilican] Ma emê îşev birsî razana?! [10887 cihani_bilican] Ma me yê goştê ranê xwe bixwara?! [directspeech cihani_bilican] Nêçîr her nêçîr e, çi virnî, çi qert. [directspeech cihani_bilican] Bavo te baş kir, te ji me ra ev karmamiza nêçîr kir. [10888 cihani_bilican] Dest û çavên te neêşin! [directspeech cihani_bilican] Ca bihêle em jî carekê goştê karmamiza Beriyê tam bikin, ma yê çi be!? [10889 cihani_bilican] Eva Lokoyê begzade bû. [10890 cihani_bilican] Hemû bi vê gotina wî keniyan. [10891 cihani_bilican] Evdurehmanê Terikî jî gotina wî rast derêxist û got: Xudê Loku rast dibêje, bihêle ca em jî goştê karmamizan tam bikin û bizanin kanê goşê wê şur e, şirîn e, şîte, çawaye? [10892 cihani_bilican] Vêca Evdurehman bi vê gotina xwe ra gazî Hasûxan û Pasûxani kir û gote wan: [directspeech cihani_bilican] Zûka dest hilînin, karmamizê biguron. [10893 cihani_bilican] Lê we ko gura, goştê wê hûr nekin ha. [10894 cihani_bilican] Tenê zikê wê bidirînin. [10895 cihani_bilican] Ezê ji we ra biriyanekê çê bikim. [10896 cihani_bilican] Vêca bixwe jî çû li nava barxanê beroş û tawûk û teşt û kevçî û kodik anî, danî rex kaniyê. [10897 cihani_bilican] Li çîwalekî da çend kodik sawar deranî û berda binê beroşê û danî rex kaniyê. [10898 cihani_bilican] Hindek Kakilê gîzê û findiq û berûyan û hindek mewîj û qeysî li hebanan deranî û danî rex beroşa savarê. [10899 cihani_bilican] Hindek ard jî deranî û hemû tev danî rex kaniyê û li kêleka kaniyê rûnişt û xerîkî şoştina savarê bû û pê ra jî dengekî gazî kir: [directspeech cihani_bilican] Ca agirekî hil kin! [10900 cihani_bilican] Neimetê Îsi fenanî caran, kuçik serast kir. [10901 cihani_bilican] Hevalan ew êzing û ardûyên ko pêş da berev kiribû û li ser pişta hêştiran da anîbûn, bermil bermil anîn û danîn ber destê Neimetê Îsi. [10902 cihani_bilican] Ta Neimeti agir hil kir, Hasûxan û Pasûxan karmamiz guran û zikê wê dirandin û hûr û pizûr û navgel hemû ji hundurê zikê wê kaş kirin derva. [10903 cihani_bilican] Te digot qay cotek gurên derbuharêne ko ketine ser kelaxekî û hildiçirin. [10904 cihani_bilican] Evdurehmanî hûr û pizûr da destê Loku û Elikî, ko li biniya kaniyê da bişon. [10905 cihani_bilican] Bixwe jî hindek av li ser cendekê karmamizê da kir û karmamiz danî nava teştê û beroşa savarê kişande ber xwe. [10906 cihani_bilican] Savar û Kakil û mêywe hemû li nav hev da û heşande hundur qefesa sîng û zikê karxezalê. [10907 cihani_bilican] Li dû ra destê xwe avîtê û li ber kolozê xwe da derziyeke takirî deranî. [10908 cihani_bilican] Zikê karmamizê li qefesa sîngi ra ta navranan bi ser û ber dirû. [10909 cihani_bilican] Li dû durûna zikê karmamizê ra, gote Neimeti: [directspeech cihani_bilican] Were alî min! [10910 cihani_bilican] Neimet ko li ber agirî rûniştibû û alavên agirî du sê riman bilind bibû, rabû û çû alî Evdurehmanî. [10911 cihani_bilican] Tev bi cendekê karmamizê ra girtin û ew temisandin hundurê beroşê. [10912 cihani_bilican] Evdurehmanî kodikek av berda binê beroşê. [10913 cihani_bilican] Pê hindek ard hevîrekî tund çêkir. [10914 cihani_bilican] Dorandorî devê beroşê hevîr kir. [10915 cihani_bilican] Sêl rakir û danî ser devê beroşê. [10916 cihani_bilican] Hevîri beroş û sêl bi hev va zeliqand. [10917 cihani_bilican] Evdurehmanî du kevirên mezin jî danî ser sêlê. [10918 cihani_bilican] Vêca ewî û Neimeti alî hev kirin û beroş rakirin û danîn ser kuçikî. [10919 cihani_bilican] Neimet jî mirovekî erknas bû. [10920 cihani_bilican] Bêy wê hindê ko kesek bêjê, xwe da ber kuçiki û xerîkî agirxweşkirinê bû. [10921 cihani_bilican] Li qasekê da deng bi beroşê ket. [10922 cihani_bilican] Sêl wisan bi devê beroşê va zeliqîbû, ko pirtiya hulmê li devê beroşê ra dernediket. [10923 cihani_bilican] Hevalan dil û hinav û hûr û pizûr şoştin û anîn û danîn ber destên Evdurehmanî. [10924 cihani_bilican] Evdurehmanî du kuçên biçûk danî rex kuçikê mezin. [10925 cihani_bilican] Dil û hinav û doranên şirîn û hûrik û şîlava karikê bi Hasûxan û Pasûxan da hûr kirinê. [10926 cihani_bilican] Vêca hindek xoyê lê raşand û kire tawûkê û binê tawikê danî ser wan herdu kuçên biçûk û rexê wê jî siparte beroşê û agir da bin tawûkê jî. [10927 cihani_bilican] Li demeke kurt da deng bi binê tawikê jî ket. [10928 cihani_bilican] Kerr jî waye pala xwe daye kelmelan û hûrik hûrik dîna xwe dide destên Evdurehmanî. [10929 cihani_bilican] Kulik jî waye li nava pêroyan digere û li qeyd û bendên wan mêze dike. [10930 cihani_bilican] Kerrî gazî Lokoyî kir û gotê: [10931 cihani_bilican] Loku ca were ta Evdurehmanî şîv amade kir, tu jî ji me ra miqamekî lê de! [10932 cihani_bilican] Bi gotina Kerrî ra, Lokoyî destê xwe li qerpalên xwe gerand û tûrikek li binê kûrika xwe ya paşelê deranî. [10933 cihani_bilican] Derê tûrikî vekir. [10934 cihani_bilican] Qotiyeke tenekeye zengorî ji tûrikî deranî. [10935 cihani_bilican] Derê qotiyê vekir. [10936 cihani_bilican] Neyîk û pîka wê ji qotiyê deranî. [10937 cihani_bilican] Pîka neyîkê li ser neyîkê siwar kir û bi zimanê xwe dora pîkê ter kir. [10938 cihani_bilican] Du sê caran ba li ber neyîkê xist û neyîk amade kir û dest pê kir pêş da miqamê ax lê nûrê lêda. [10939 cihani_bilican] Dengê neyîka Lokoyî dikete zangê û li dilê deştê da deng vedida. [10940 cihani_bilican] Mirovî dikarî giştî gotin û peyvên wî miqamî li neyîka Lokoyî fam bike, ko digot: [10941 cihani_bilican] Ax lê Nûrê lê Nûrê [10942 cihani_bilican] Biçûkê gulî hûrê [10943 cihani_bilican] Tûmcik têla tembûrê [10944 cihani_bilican] Nûrê rûnişt ser bîrê [10945 cihani_bilican] Av kişande bi zincîrê [10946 cihani_bilican] Zincîr qetiya ket bîrê [10947 cihani_bilican] Li dû wî miqamî ra çend miqamên dî lêda û li pey miqamên dîlanê ra Lokoyî hey kire miqamekî mêraniyê. [10948 cihani_bilican] Lokoyî miqamê mêraniyê pir dirêj kir. [10949 cihani_bilican] Li dû ra pîka neyîkê ji devê xwe deranî û dora devê xwe pê destê xwe paqij kir û dîsan neyîk naland. [10950 cihani_bilican] Vê carê miqamê kuştiyan lêda: [10951 cihani_bilican] Nemînim, nemînim, nemînim, nemînim.... [10952 cihani_bilican] Axayo nemînim! [10953 cihani_bilican] Bego nemînim... [10954 cihani_bilican] Piştî axa yê heşt hozan ra li ser rûyê vê cîhanê ez nemînim... [10955 cihani_bilican] Wezê ji kuştina axa yê xwe ra dilbikul û dilbirînim... [10956 cihani_bilican] Axayo nemînim, bego nemînim...nemînim, nemînim... [10957 cihani_bilican] Dengê neyîka Lokoyî pir bi şewat bû. [10958 cihani_bilican] Bi taybet evî miqamî lap agir bi dilê mirovî dixist. [10959 cihani_bilican] Gava ko Lokoyî li vî miqamî da. [10960 cihani_bilican] Hemû tev ponijîn. [10961 cihani_bilican] Bêdengiyeke sosret li ser wan da desthelatî kir. [10962 cihani_bilican] Li nîvê miqamî da Evdurehmanî got: [10963 cihani_bilican] Kuro tawûk û beroşa me pê va şewitî. [10964 cihani_bilican] Ma miqam kuta bibû ko tu li vî miqamî bidî. [10965 cihani_bilican] Te hindik mabû em hemû girî vekirana. [10966 cihani_bilican] Bi dengê Evdurehmanî ra, dengê neyîkê hate vebirînê û her yekê tiştek gotin. [10967 cihani_bilican] Kerrî pirsî: [10968 cihani_bilican] Loku tu çend miqaman dizanî? [10969 cihani_bilican] Ezbenî, nêzîkî çil, pêncî miqamên mêraniyê dizanim. [10970 cihani_bilican] Lê miqamên dîlanê ? [10971 cihani_bilican] Pey... serê te ez bixwe jî nizanim, ka ez çend miqamên dîlanê dizanim lêdim. [10972 cihani_bilican] Qet min ta roja îro nehejmartiye. [10973 cihani_bilican] Gelek in. [10974 cihani_bilican] Diqewime ji sed, sed û pênciyî jî zêdetir bin. [10975 cihani_bilican] Ez dizanim helperkêya her miqamî ji yê dî cudaye. [10976 cihani_bilican] Wate her miqamek xudanê curek helperkê ye. [10977 cihani_bilican] Gelo tu bixwe jî dikarî bi van miqaman hemûyan bileyzî. [10978 cihani_bilican] A, a, bi hemûyê ez bixwe baş dikarim bileyzim. [10979 cihani_bilican] Lê li leyzê da Elik ji min siviktir e. [10980 cihani_bilican] Malavayî gava ko dileyze, tu dibêjî piyên wî li erdê nagirin. [10981 cihani_bilican] Hîvê xwe dabû naverasta asimanî. [10982 cihani_bilican] Sîbera zangê kuta bibû. [10983 cihani_bilican] Tavehîvê xwe dabû binê zangê jî. [10984 cihani_bilican] Her der ronahî bû. [10985 cihani_bilican] Neimet jî her li ber kuçike û kûr diponije. [10986 cihani_bilican] Ta roja îro ewî nikarîbû tiştek bi Kerr û Kuliki bikira. [10987 cihani_bilican] Nikarîbû erka xwe biqedanda. [10988 cihani_bilican] Destûrên xalê xwe hê mûyek jî cî bicî nekiribû. [10989 cihani_bilican] Kûr diponijî û qirş û qal davîte binê beroşê. [10990 cihani_bilican] Ta roja îro hê nekariye derbekê li Kerr û Kuliki bide. [10991 cihani_bilican] Dema ko li besta xîzê da, li wan bû bagera xîzê, xwastibû, binê her çar meşkên avê jî kun bike. [10992 cihani_bilican] Lê paşê hatibû bîrê, dê bixwe jî bi wan ra tîhna bimira. [10993 cihani_bilican] Lap eger her meşk kun bikira jî, vaye giheştine ser kaniyê û ji buveya tîhnîtiyê rizgar bûne. [10994 cihani_bilican] Li van bîr û hizran da li ber agirî rabû û gote Hasûxani: [10995 cihani_bilican] Ca xwe bide ber kuçikê ta ko ez hatim. [10996 cihani_bilican] Hasûxan li batî wî xwe da ber agiri û ewî jî pêgermok gerand û berê xwe da hevrazê pêsîra zangê û ber bi qûça zangê hilkişiya. [10997 cihani_bilican] Gava ko xwe da serê qûça zangê cinekî gotê, hema Kerr û Kuliki bi hevalan û pêroyan va, li binê zangê da bide ber pangewêran. [10998 cihani_bilican] Lê dîsan hate bîrê, ta ew pangewêrekî hol bike, tîra Kerrî dê dilê wî bihingêve jî. [10999 cihani_bilican] Li ser kevirekî rûnişt û mat ma li deştê nihêrî. [11000 cihani_bilican] Tavehîvê her der ronahî kiribû. [11001 cihani_bilican] Deşt bînanî bêjingekê pê va dihate xûyanê. [11002 cihani_bilican] Li binê deştê da, lap li kutaya deştê da, tiştek bînanî gol yan kaniyekê diçilvilî. [11003 cihani_bilican] Avek bînanî neynûkê dibiriqî. [11004 cihani_bilican] Neimetî baş li wê avê hûr bû, dîna xwe dayê ew ava goleke ko sîtavkê dayê û ava wê, sîtavkê li ser zangê da spêne dike. [11005 cihani_bilican] Bi dîtina wê golavê ra nişkavda tiştek hate bîra wî. [11006 cihani_bilican] Şîreta Werdekê. [11007 cihani_bilican] Ya ko digot. [11008 cihani_bilican] Hûnê herin li besta xîzê, li qiracê daran, li ser gola Eynulhayê. [11009 cihani_bilican] Ava gola Eynulhayê geniye. [11010 cihani_bilican] Çi hespê ava wê golê vexwe, yê pê bimîne. [11011 cihani_bilican] Bi vê bîr û hizrê ra, li ser berê ko lê rûniştibû, rabû. [11012 cihani_bilican] Li ser kuçikî da zivirî. [11013 cihani_bilican] Xwe gîhande Evdurehmanî û hêdîka jê pirsî: [11014 cihani_bilican] Apê Evdurehman, tu bêjî em gihîştibin Qiracê daran? [directspeech cihani_bilican] Him... Erê da, meta Werdekê digot, piştî xîzistanê û kevirê çeqmaqan gola Eynulhayê û Qiracê dara ye. [11015 cihani_bilican] Em negiheştinê, lê me nêzîkî pê kiriye. [11016 cihani_bilican] A, rêka me hindik maye. [11017 cihani_bilican] Erê, erê me rêka xwe kuta kiriye. [11018 cihani_bilican] Tu yê çi li rêkê bikî?. [11019 cihani_bilican] Em westiyan. [11020 cihani_bilican] Min got ka emê kînga bikaribin baş bêhna xwe veden. [11021 cihani_bilican] Tu ji bilî agirî tiştekê nakî ko tu dibêjî ez westiyam. [11022 cihani_bilican] Neimeti xwe kir kir û dîsan xwe da ber kuçikî. [11023 cihani_bilican] Lê golmanca binê deştê li kûraniya çavên wî da dibiriqî. [11024 cihani_bilican] Serê xwe kire ber xwe û xerîkî qedandina erka xwe bû. [11025 cihani_bilican] Dengê qijeqijê mêj ve bû, ko bi binê beroşê ketibû. [11026 cihani_bilican] Evdurehmanî guçkên xwe da ser beroşê û got: Ava wê lap mirçiqiye. [11027 cihani_bilican] Êdî qirşikan nede binî. [11028 cihani_bilican] Bila bi hemdê xwe sor be. [11029 cihani_bilican] Ta ko em dil û hinavan bixon, ewê sor bibe jî. [11030 cihani_bilican] Vêca tawûka dil û hinavan li ser kuçikî hilda û danî erdê û gazî kir: [11031 cihani_bilican] Werin! [11032 cihani_bilican] Werin, ava devê xwe birijînin, ta ko biriyana me amade bû. [11033 cihani_bilican] Heval hemû li dora wî û tawika dil û hinavan berev bûn. [11034 cihani_bilican] Evdurehmanî her yekê pirtiyek dayê. [11035 cihani_bilican] Evdurehmanî dîsan guçkê xwe da ser beroşê. [11036 cihani_bilican] Qijeqija beroşê bû. [11037 cihani_bilican] Bi dengê wê ra diyar bû ko ava wê lap mirçiqiye û biriyan li nava doni da diqele. [11038 cihani_bilican] Evdurehmanî pîneyek da ber destên xwe û tenê beroşa biriyanê li ber xwe va kir û li ser kuçiki danî erdê. [11039 cihani_bilican] Kerrî gotê: [11040 cihani_bilican] Evdurehman ewî kellê karmamizê ji min ra bike binpolik. [11041 cihani_bilican] Evdurehman gotê: [11042 cihani_bilican] Ser çavan ezbenî! [11043 cihani_bilican] Vêca bi gotina xwe ra polên agirê daran la da û kellê karmamizê li nava polên agirî da cî kir û tijî li ser xwelî û pol kir û kelle li nav koziyê da veşart. [11044 cihani_bilican] Bêhna xuzûrekê li binê zangê da lev geriya. [11045 cihani_bilican] Evdurehmanî pê pîne ew kevirên ko danîbû, ser sêla li ser devê beroşê, rakir û dest avîtê û sêla li ser devê beroşê hejand. [11046 cihani_bilican] Bi hejandina sêlê ra bû fîşîna hulma dax li devê beroşê ra avîte derva. [11047 cihani_bilican] Paşî qasekê hulma beroşê lap kişiya. [11048 cihani_bilican] Vêca Evdurehmanî sêl li ser beroşê hilanî. [11049 cihani_bilican] Hulmê xwe avîte nav çavên wî. [11050 cihani_bilican] Serê xwe li ber hulmê revand. [11051 cihani_bilican] Bêhna biryan û sawarê belawî axaran bû. [11052 cihani_bilican] Bêhneke pir xweş lê dihat. [11053 cihani_bilican] Evdurehmanî teşt danî erdê û beroş li ber xwe va kir û deverû vergerande nava teştê û pê pîne bi binê beroşê ra girt û du sê caran hilteqiland. [11054 cihani_bilican] Cendekê karmamizê hema wisan tûmetûm kete nava teştê. [11055 cihani_bilican] Evdurehmanî don û rûnê binê beroşê li ser cendekî da dapaland. [11056 cihani_bilican] Hemû li dora teşta biriyanê berev bûn. [11057 cihani_bilican] Kerrî xencera xwe li ber pişta xwe kişand û li zikê karmamizê ra kir û li ser sîngê wê ra deranî. [11058 cihani_bilican] Zikê wê dirand û sawar û Kakil û mewîjên tê da tev rijande nava teştê û pê kimê xencera xwe raxiste nava teştê, da ko sar bibe. [11059 cihani_bilican] Sawara demgirtî bi hulmegulm bêhnek wekî bêhna firîkê genimî belayî axaran kir. [11060 cihani_bilican] Bêhna xweş e sawarê da serê hemûyê. [11061 cihani_bilican] Evdurehmanê Terikî dest avîtê û ew tayê ko pê zikê karmamizê dirûbû, bi zorê ji nava qetê goştê sorbûyî kişande derê û her yekê jî du nanên sêlê danî ber û got: [11062 cihani_bilican] Hanê bixon! [11063 cihani_bilican] Lê piştî şeş heft rojên dî em û xwarebar dê destên biratiyê bidin hevdu. [11064 cihani_bilican] Kerrî serê xwe rakir û li nav çavên Kuliki nihêrî. [11065 cihani_bilican] Kuliki got: [11066 cihani_bilican] Xudê ji me û xwarebarê ra jî kerîme. [11067 cihani_bilican] Evdurehmanî got: [11068 cihani_bilican] Erê em ta bi hîviya kerîm û rehîman va bimînin, cebar û qeharê me ji holê rakin. [11069 cihani_bilican] Neimetî got: [11070 cihani_bilican] Ev Evdurehman ji bilî kifiriyan tişteke dî nizanê. [11071 cihani_bilican] Êxoyî got: [11072 cihani_bilican] Oh, Neimet çi mirovekî xudêtirse,lo! [11073 cihani_bilican] Neimet li bersiva wî da got: [11074 cihani_bilican] A, min xudêtirsî li ber te girtiye. [11075 cihani_bilican] Xudê heye tu li me hemûyê jî xudêtirstirî. [11076 cihani_bilican] Buxdoyî got: çî ye, Xudê xudêya we ye. [11077 cihani_bilican] Xudê çiyan dibîne bewrfê li ser da dibarîne. [11078 cihani_bilican] Bi vê gotina Buxdoyî ra ji bilî Nemetî hemû keniyan. [11079 cihani_bilican] Kerrî çengê xwe li hêta karmamizê da çik kir û goşt û satar têkel kir û parî tê da bada. [11080 cihani_bilican] Li dû Kerrî ra hemûyê hêrişî ser xwarekê kirin. [11081 cihani_bilican] Li ser xwarekê çi kesî nediaxift. [11082 cihani_bilican] Her kes li xêr û bêra xwe da bû. [11083 cihani_bilican] Fişefişa wan bû û parî li dû pariyan ra li devê xwe da lev digerandin û dadiqurtandin. [11084 cihani_bilican] Hemû pir birsî bibûn. [11085 cihani_bilican] Li qasekê da hestik rût kirin. [11086 cihani_bilican] Nanê sêlê li binê teştikê sûtin û binê teştê jî paqij kirin. [11087 cihani_bilican] Hestikên hêt û pîlên karmamizê şkandin û mejî jê deranîn. [11088 cihani_bilican] Kerr rabû çû ser kuçiki û pê nikilê xencera xwe pol û xwelî li ser kelle da alîkî. [11089 cihani_bilican] Kelle li nav polan deranî. [11090 cihani_bilican] Xencera xwe li çavê karmamizê ra kir û ew hema wisan bi xweliyê va anî rex teşta şîvê. [11091 cihani_bilican] Evdurehman kelle ji destê wî vegirt û du sê caran li erdê da û xweliya li ser da dakuta. [11092 cihani_bilican] Li dû ra pîneyek da ber destên xwe û hêdîka çermê kelleyî jê şiqitand û kelle hema wisan tûm danî ber Kerrî. [11093 cihani_bilican] Kerr herdu çavê wê deranî û nîvê zimanê wê jî birî û ji xwe ra hilda. [11094 cihani_bilican] Yê mayî jî avîte nav destên hevalan û got: [11095 cihani_bilican] Han ev jî para we! [11096 cihani_bilican] Hevalan kelle ji destên hevdu revandin. [11097 cihani_bilican] Pirtiya goştî pê va nehêlan. [11098 cihani_bilican] Vêca qotê wê yê reqe rût jî danîn ser kevirekî û pê mistan lê dan û şkandin û mejiyê wê deranîn û xwarin. [11099 cihani_bilican] Piştî xwarinê jev bela bûn û her yek li aliyekî da çûn. [11100 cihani_bilican] Her yek çûne ber pesêva kor û kendal û kevirekî. [11101 cihani_bilican] Piştî hînga hatin û pala xwe dane kelmelan û her yek li ciyekî da veleziyan. [11102 cihani_bilican] Evdurehman û Hasûxan û Pasûxan jî aman tev şoştin û berev kirin. [11103 cihani_bilican] Piştî şoştina amanan, Kuliki selekî mezin danî ser devê kaniyê û ew delava ko Hasûxan wan çêkiribûn, kavil kir û ava wê berda. [11104 cihani_bilican] Bû xuşîna avê û li nava kevir û kuçikan da berjêr da, ber bi binê newalê şiqitî. [11105 cihani_bilican] Kuliki li ber xwe da got: [11106 cihani_bilican] Ev ava giran e. [11107 cihani_bilican] Tirsim pêro şev gelekî vexon û pê bimînin. [11108 cihani_bilican] Lê çi kesî bersiva Kuliki neda. [11109 cihani_bilican] Te digot qay Kulik xwe ji xwe ra diaxive. [11110 cihani_bilican] Bayekî germ û tund dihat û bêneke nexweş weke bêhna golegeniyan di gel xwe dianî û li binê zangê digerand. [11111 cihani_bilican] Elikî got. [11112 cihani_bilican] Peko! [11113 cihani_bilican] Çi bêhneke tund e. [11114 cihani_bilican] Tu dibêjî me li ser golegeniyên req û beqan daniye! [11115 cihani_bilican] Bi bihîstina navê golegeniyan ra, Neimeti xwast wan li ser wê dozê bixarîne. [11116 cihani_bilican] Xeber guhest û serê xwe rakir û got: [11117 cihani_bilican] Ca li hîvê binêrin, ka çawa direve. [11118 cihani_bilican] Tu dibêjî qay li dû ketine û yê wê ya bigirin. [11119 cihani_bilican] Êxoyî got: [11120 cihani_bilican] Rastî jî tu dibêjî qay tajî û tûle li dû ketine û dê ewê nêçîr bikin. [11121 cihani_bilican] Hemûyan serê xwe bilind kiribûn û li hîvê mêze dikirin. [11122 cihani_bilican] Hîvê dilezand. [11123 cihani_bilican] Esman bînanî destmaleke armûşê şîn sayî bû. [11124 cihani_bilican] Şînekî vekirî û bêgerd. [11125 cihani_bilican] Şevê yekê yan duyan bi gered nobedarî dikirin. [11126 cihani_bilican] Ta sibêdê hişiyar di-man. [11127 cihani_bilican] Kuliki pirsî: [11128 cihani_bilican] Şeva dî nobedarî gereda kê bû? [11129 cihani_bilican] Hemûyê bi hev ra gotin: [11130 cihani_bilican] Şeva dî Êxo û Elik nobedar bûn. [directspeech cihani_bilican] Îşev gereda kî ye? [11131 cihani_bilican] Kerrî berî hemûyê bersiv da: Gereda min e. [11132 cihani_bilican] Hûn hemû bi dilniyayî razên. [11133 cihani_bilican] Pişta xwe vekin û velezin. [11134 cihani_bilican] Kulik û Hasûxan û Pasûxan dîsan li nava pêroyan geriyan. [11135 cihani_bilican] Çokên [11136 cihani_bilican] hêştiran îşkeîşk girêdan. [11137 cihani_bilican] Lingên hesp û hêstiran baş qeyd û bend kirin.Tewil avîtin qeyd û bendên wan û her yek li goşeyekê da baş tewil dan û hatin rex hevalan û her yek li goşeyekê da ketin. [11138 cihani_bilican] Hewa pir germ bû. [11139 cihani_bilican] Hewceyî vegirtina kon û xîvetê nibû. [11140 cihani_bilican] Lê pêşûyan kelên ji wan birîbûn. [11141 cihani_bilican] Gava ko ba nehata, vizeviza vizik û pêşûyan bû, û bînanî seqan hêrişî wan dikirin. [11142 cihani_bilican] Kerr rabû. [11143 cihani_bilican] Hindek ters û paseriyên nîveter danî ser kuçikî û got: [11144 cihani_bilican] Kuro mîratê pêşû û vizikan em peritandin. [11145 cihani_bilican] Bila dûkela van berde pêşûyan lo! [11146 cihani_bilican] Lê çi kesî bersiva wî neda. [11147 cihani_bilican] Hemû xurmaş bibûn. [11148 cihani_bilican] Têr xwaribûn. [11149 cihani_bilican] Têr vexwaribûn. [11150 cihani_bilican] Hemûyan jî rêyeke dûr û dirêj pîvabûn û pir westiyabûn. [11151 cihani_bilican] He di gavê da bû xurîna wan û xew ra çûn. [11152 cihani_bilican] Kerr li ser kuçiki rabû. [11153 cihani_bilican] Qasekê pêgermok gerand. [11154 cihani_bilican] Serekî çû nava pêroyan geriya. [11155 cihani_bilican] Dîna xwe da qeyd û bend û tewl û mix û sikeyên pêroyan. [11156 cihani_bilican] Hemû baş girêdayî bûn. [11157 cihani_bilican] Zivirî hat binê zangê bal hevalan. [11158 cihani_bilican] Ew jî îro pir westiyabû. [11159 cihani_bilican] Hecirî bû karmamizê belaya wî û Sosikê dabûyê. [11160 cihani_bilican] Wisan şeqî bû ko nikarî xwe li ser xwe bigire. [11161 cihani_bilican] Hema wisan servekirî xwe li ser taqa piştê li rex hevalan dirêj kir û mat ma li hîvê nihêrî. [11162 cihani_bilican] Heyv li panatiya esmanê bêbin da direvî. [11163 cihani_bilican] Te digot qay bi gotina Êxoyî, li dû ketibûn. [11164 cihani_bilican] Carê telteyek ewir dikete pêşiya wê. [11165 cihani_bilican] Lê telte ewrên hindik û biçûk û tenik bûn. [11166 cihani_bilican] Hîv li ser wan ra derbas dibû. [11167 cihani_bilican] Siya wan dikete erdê. [11168 cihani_bilican] Lê hîvê careke dî kimê xwe li bin wan ra derdîna û pêş da diçû. [11169 cihani_bilican] Şevê kar li Kerrî kir. [11170 cihani_bilican] Seha tenêbûnê lê dest da. [11171 cihani_bilican] Li dinyaya bîr û hizran da, xwe da zozanên Sîpanê Xelatê. [11172 cihani_bilican] Li çadira dayîka Macanê da di gel [11173 cihani_bilican] Perîşanê dest li milan bû. [11174 cihani_bilican] Kete kûraniya xewin û xiyal û deryaya ramûsanan da û hema wisan servekirî li cî da bû xurîna wî û ew jî xew ra çû. [11175 cihani_bilican] Neimeti jî qestîka xwe xew ra biribû. [11176 cihani_bilican] Serguhê wî li ser Kerrî bû. [11177 cihani_bilican] Gava ko xurîna Kerrî bihîst. [11178 cihani_bilican] Hêdîka çavên xwe vekir û li dev û dorên xwe nihêrî. [11179 cihani_bilican] Guçkên xwe baş dagirt. [11180 cihani_bilican] Hemû razabûn. [11181 cihani_bilican] Kes nedilivî. [11182 cihani_bilican] Hêdîka li cî rabû. [11183 cihani_bilican] Xwe xwar kir û lemelem ber bi pêroyan xişikî. [11184 cihani_bilican] Li dilê xwe da got. [11185 cihani_bilican] Eger bi min hesiyan jî, ezê bêjim, ez çûbûme destavê. [11186 cihani_bilican] Bi vê hizrê xwe gîhande nava pêroyan. [11187 cihani_bilican] Li sikeya tewla Sosikê xebitî. [11188 cihani_bilican] Hindî zor da xwe nedikarî sike ji erdê deraniya. [11189 cihani_bilican] Li rêyeke dî geriya. [11190 cihani_bilican] Tewla Sosikê ji qeyda wê vekir. [11191 cihani_bilican] Li qeydê xebitî. [11192 cihani_bilican] Lê kir û nekir nedikarî qeyd vekira. [11193 cihani_bilican] Kuliki qeyda wê kilît kiribû. [11194 cihani_bilican] Dîna xwe dayê nikare qeydê veke, bi neçarî dehî Sosikê kir û ew ber bi avê ajot. [11195 cihani_bilican] Dîsan teletel zivirî û hat û li dewsa xwe ya pêş da xwe dirêj kir û xwe li mergerîvîtiyê da. [11196 cihani_bilican] Sosik jî cotkî radibû û ber bi kaniyê diçû. [11197 cihani_bilican] Sosikê îro kewşenên heft gundan lev dabû. [11198 cihani_bilican] Rast bû ko ewê karxezal westandibû. [11199 cihani_bilican] Lê bixwe jî ji fişîn ketibû. [11200 cihani_bilican] Pir westiyabû. [11201 cihani_bilican] Gelekî xûyî dabû. [11202 cihani_bilican] Av gelek ji leşê wê çûbû. [11203 cihani_bilican] Zor tîhnî bû. [11204 cihani_bilican] Giheşte ser kaniyê. [11205 cihani_bilican] Lê kanî bi selbendan hatibû nixabtin. [11206 cihani_bilican] Devê xwe li coka kaniyê da li avê gerand. [11207 cihani_bilican] Lê çi av nekete devê wê. [11208 cihani_bilican] Av nibû, çirav bû. [11209 cihani_bilican] Hemanê hindî lûlikê lûlehengekî av li ber kaniyê dikişiya. [11210 cihani_bilican] Kete dû ava cokê û di gel cokê berjêr bû. [11211 cihani_bilican] Li coka kaniyê da av dikete nav qetên kevir û kuçikan û berjêr diherikî. [11212 cihani_bilican] Sosika tîhnî dest ji avê nekêşa û kete dû şureşura avê û li ser herdu destan banz da û berjêr dakete binê newalê û li ber çavên Neimetî wenda bû. [11213 cihani_bilican] Bayê sibêdê hewa tevizî. [11214 cihani_bilican] Hevalan li ber sermayê kêlekên xwe guhestin. [11215 cihani_bilican] Kulik jî li ser kêleka çepê qulubî ser kêleka rastê. [11216 cihani_bilican] Repetepek li ber guçkên wî ket. [11217 cihani_bilican] Çavên xwe vekir. [11218 cihani_bilican] Dîna xwe dayê çi! [11219 cihani_bilican] Nijdî waye ketiye destkolê û erdê destkol dike. [11220 cihani_bilican] Li dora tewla xwe ra tê û diçe. [11221 cihani_bilican] Kerr ketiye xewa şirîn. [11222 cihani_bilican] Sosik jî tune ye. [11223 cihani_bilican] Bi lez rabû ser xwe û xwe bi Kerrî ra gîhand û ew gijgijand û lê qujiya: [11224 cihani_bilican] Kero rabe! [11225 cihani_bilican] Rabe mala te kavil be! [11226 cihani_bilican] Ka Sosik? [11227 cihani_bilican] Sosikê tewil û bendên xwe qetandiye û filitiye çûye. [11228 cihani_bilican] Rabe em li nava dijiminî li berî û berîstanê da peya man. [11229 cihani_bilican] Rabe tu yê wiha herî Bilîcanê bînî? [11230 cihani_bilican] Kerr veciniqî û got: [11231 cihani_bilican] Te xêr e? [11232 cihani_bilican] Pehe! [11233 cihani_bilican] Mala te yê! [11234 cihani_bilican] Min got ka çi bûye? [11235 cihani_bilican] Sosik li her kêderê be, emê herin bînin. [11236 cihani_bilican] Heh min xewneke çend xweş didît, te nehêla. [directspeech cihani_bilican] Kuro malçolo tu li nava dijminan da peya maî. [11237 cihani_bilican] Dibêje min xewin didît, te nehîşt. [11238 cihani_bilican] Bi dengedenga Kerr û Kuliki ra heval hemû ji xew rabûn û çavên xwe miz dan û li dora xwe nihêrîn. [11239 cihani_bilican] Kerrî got: [11240 cihani_bilican] Lê te çawa tewil û bendên wê girê dabûn!? [11241 cihani_bilican] Xudê min lap ser û ber girêdabûn. [11242 cihani_bilican] Lê te ser û ber girêdabû, ma Sosikê tewila xwe bi didanên xwe vekiriye. [11243 cihani_bilican] Xudê kem we diyar e dexes û neyar li nav me da hene. [11244 cihani_bilican] Kurmên darê ne ji darê be, riziyana darê çineye. [11245 cihani_bilican] Kuro tu jî radizêy erdên kaş, dibînî xewnên şaş. [11246 cihani_bilican] Dexesê çi! [11247 cihani_bilican] Sosik filitiye, emê herin û bigirin û bînin. [11248 cihani_bilican] Ma çi bûye. [11249 cihani_bilican] Tu jî hema her dem digerî sûcên xwe bikî stuyê yekî dî da. [11250 cihani_bilican] Te baş girê bida qet venedibû. [11251 cihani_bilican] Evdurehmanî got,: [11252 cihani_bilican] De devojenî hevdu nebin. [11253 cihani_bilican] Rabin em lê bigerin ka kû da çûye. [11254 cihani_bilican] Kerr bi bawûşk ji cî rabû. [11255 cihani_bilican] Dûrbîna xwe da destên xwe û ber bi serê zangê hilkişiya. [11256 cihani_bilican] Heval jî her yek li aliyekî da belav bûn. [11257 cihani_bilican] Yên ko rêça lingên wê hildidan. [11258 cihani_bilican] Yên ko rêça qeyda wê hildidan. [11259 cihani_bilican] Hasûxanî gazî kir: Sosik hema bi qeyda xwe va çûye. [11260 cihani_bilican] Bi qeydê va nikare gelekî dûr here. [11261 cihani_bilican] He niha li van dev û doran e. [11262 cihani_bilican] Kerr çû lap hilkişiya ser serê qûça zangê û dûrbîn da ber çavên xwe û li her alî dûrbîn gerand. [11263 cihani_bilican] Dûrbîn li destî da, çavên xwe li ser deştê da vî alî wî alî kuskusand. [11264 cihani_bilican] Tavê taze li deştê dabû û deşt ronahî kiribû. [11265 cihani_bilican] Avek li binê deştê da wekî neynûkê diçilvilî. [11266 cihani_bilican] Kerrî pileya dûrbînê serast kir û dûrbîn baş li ser wê avê gerand. [11267 cihani_bilican] Li qiraxa avê reşek wekî qijalkekê dihate xûyanê. [11268 cihani_bilican] Kerrî dîsan pileya dûrbînê serast kir û li reşî hûr bû. [11269 cihani_bilican] Dîna xwe dayê erê Sosik e, waye li lîla rex avê da çik bûye û nikare xwe ji lîlê derîne. [11270 cihani_bilican] Destê xwe li çoka xwe da û got: Hey la ezî malkavilî hey. [11271 cihani_bilican] Xudê kem [11272 cihani_bilican] Sosik bi ava golegeniyê ketiye. [11273 cihani_bilican] Bi lez li zangê da jor da hat û li dû hevalan ra kire gazî û got: Neçin! [11274 cihani_bilican] Neçin! [11275 cihani_bilican] Min dît. [directspeech cihani_bilican] Kanê li kêderêye? [directspeech cihani_bilican] Waye li binê deştê li ser golê ye. [11276 cihani_bilican] Li lîlê da çik bûye û neşê ji lîlê derkeve. [11277 cihani_bilican] Vêca bi gotina xwe ra, bi lez xwe bi Nijdiyî ra gîhand. [11278 cihani_bilican] Teng û berên wî şidand. [11279 cihani_bilican] Lê siwar bû û Hasûxan avîte terkiya xwe û ber bi golê hajot. [11280 cihani_bilican] Kuliki taba xwe neanî. [11281 cihani_bilican] Ew jî li hespê Hasûxan siwar bû û Pasûxan avîte terkiya xwe û da dû Kerrî. [11282 cihani_bilican] Kerr û Hasûxan taze peya dibûn ko Kuliki xwe bi wan ra gîhand. [11283 cihani_bilican] Bêhna hillemarê ji golegeniyê dihat. [11284 cihani_bilican] Bêhnê dida qafê mirovî. [11285 cihani_bilican] Sosik ta binzikê li heriyê da çik bibû. [11286 cihani_bilican] Her çar lingên wê ta bersîng û saxiriyan şîşî lîqê bibû. [11287 cihani_bilican] Kerr û Kuliki alî hev kirin û kelbendek çêkirin û avîtin skura Sosikê û bi hezar û yek kul û derdan şiyan ko Sosikê ji heriyê derînin. [11288 cihani_bilican] Sosikê hind av vexwaribû, ko zikê wê bibû meşk û hindik dima bigihîje erdê. [11289 cihani_bilican] Sosikê bi zorê piyên xwe davît. [11290 cihani_bilican] Tav sê çar riman bilind bibû ko Sosik gîhandin binê zangê. [11291 cihani_bilican] Şîn li ser wan da hatibû. [11292 cihani_bilican] Hemû li vê hizrê da bûn ko Kerê li binê berî û berîsatanê da, li nava dijminî da, li herafê meydanê da li çi siwar bibe. [11293 cihani_bilican] Neimetê Îs ji bona kurmamê xwe xûn digiriya. [11294 cihani_bilican] Kerr li ber geriya û gotê: [11295 cihani_bilican] Kuro tu çima digirî? [11296 cihani_bilican] Ma tu mêr nînî!? [11297 cihani_bilican] Mêr nagirîn. [11298 cihani_bilican] Bergîreke yê çi bibe. [11299 cihani_bilican] Emê hespeke dinê peyda bikin. [11300 cihani_bilican] Lê Kerrî dizanî li wê beriyê da, li welatê dûr û nenas û namo da, yê li kêderê bikaribe mahîneke weke Sosikê peyda bike. [11301 cihani_bilican] Eva çendik û çend sal in, ko ew û Sosik li ser xû û xideyên hevdu ketibûn. [11302 cihani_bilican] Sosik mahîna wî ya destemo ye. [11303 cihani_bilican] He dikarî şevekê li Sosikê siwar biba û biçûya bêy deng û seda Bilîcan hilda û bianiya. [11304 cihani_bilican] Lê niha yê çi bikira. [11305 cihani_bilican] Hemûyê dizanîn ko Sosik êdî kêrî meydana şerî nayê. [11306 cihani_bilican] Hemûyan destên xwe li ber hev ra kiribûn û li ser hevdu da diponijîn. [11307 cihani_bilican] Buxdoyî got: [11308 cihani_bilican] Rabin hûn çima diponijin! [11309 cihani_bilican] Hindek xwaliya kaxçîn û hindek mewîj ji min ra bînin. [11310 cihani_bilican] Avê lê girtiye. [11311 cihani_bilican] Ezê wisan wê ya qenc bikim ko wekî roja berê bê ser hemdê xwe. [11312 cihani_bilican] Pasûxan banz da li rex kendalê biniya kaniyê torbeyek xwaliya kaxçîn hanî. [11313 cihani_bilican] Evdurehmanê Terikî jî li nava barxanê torbeyek mewîj anî. [11314 cihani_bilican] Buxdoyi ew mewîj û xwaliya tevî hev kir û li ber tavê raxist. [11315 cihani_bilican] Piştî demeke xurt xwelî barewayî bû. [11316 cihani_bilican] Buxdoyî ew xwelî û mewîjane kire cihurekî û kişande serê Sosikê û got: [11317 cihani_bilican] Ta şeş rojan avê û gîhê li Sosikê bibirin. [11318 cihani_bilican] Bila her çi ava genî ko vexwariye, ji nava wê here. [11319 cihani_bilican] Bi gotina Buxdoyi ra hemûyan zanîn ko ta şeş rojan divê li ser wê kaniyê bimînin. [11320 cihani_bilican] Hevalan dest pê kirin û kon û xîvetê xwe li rex hev li se kaniyê vegirtin. [11321 cihani_bilican] Roja yekê cuhur her wisan tijî li serê Sosikê da bû. [11322 cihani_bilican] Lê li roja duyê da Sosik hêdî hêdî likijî. [11323 cihani_bilican] Ewê bi lêvên xwe mewîjên li nava xwaliyê da dibijart û dixwar. [11324 cihani_bilican] Buxdoyi jî rojê carekî ew cuhurê wê diguhest û destek mewîj û xwliya taze lê zêde dikir. [11325 cihani_bilican] Li roja çaran da Sosik lûlexanî bû û bêhneke pir genî li ser ket. [11326 cihani_bilican] Buxdo hat û li ber rawesta û got: [directspeech cihani_bilican] Her çî gend û gild û gemar hebû, hemû rokire derva, êdî ji mirinê filitî. [11327 cihani_bilican] Du rojên dî jî wisan xewlî û mewîj dane Sosikê. [11328 cihani_bilican] Rojê satilek av ji bin Sosikê dikişiya. [11329 cihani_bilican] Roja şeşan Sosik lap baş hate ser hemdê xwe. [11330 cihani_bilican] Buxdo ferman da Hasûxan û Pasûxanî û gote wan: [directspeech cihani_bilican] Pêşiya vê avê bixendiqînin. [11331 cihani_bilican] Hasûxan û Pasûxan çend kevir û çîm danîne pêşiya ava kaniyê. [11332 cihani_bilican] Av çirav çirav li pişt çîm û keviran da berev bû û golmanceke biçûk serast kir. [11333 cihani_bilican] Buxdoyî li ber xwe da got: [11334 cihani_bilican] Pêşiya çi baş gotine: çirav çirav dibe gol. [11335 cihani_bilican] Li dû ra milên xwe veda û got: [11336 cihani_bilican] Ji mira kevirekî xoyê û tasekê bînin. [11337 cihani_bilican] Jê ra kevirekî xoyê û tasek anîn. [11338 cihani_bilican] Hasûxan av li ser destên wî da kir û ewî jî bi kevirê xoyê Sosik şal kir. [11339 cihani_bilican] Li dema şal kirina Sosikê da, destê Buxdoyî li ser çîp û saxiriyên Sosikê li çend donbelan ket. [11340 cihani_bilican] Gava ko lê hûr bû, dît ko çend qelemên hêştiran li saxirî û çîpên Sosikê da çik bûne û kêm û edab girtin û bûne donbel. [11341 cihani_bilican] Xwe li Hasûxan û Pasûxan tûre kir û got: [directspeech cihani_bilican] Lê we ta niha çawa Sosik tûmar dikir ko we ev qelemana li saxiriyên wê da nedîtine. [11342 cihani_bilican] Hasûxan û Pasûxan xwe kir kirin. [11343 cihani_bilican] Çi bersiva wan tunebû. [11344 cihani_bilican] Bi dengê Buxdoyî ra Kulik jî hate lalî wan û li saxiriyên Sosikê nihêrî. [11345 cihani_bilican] Teşk û eşkên Sosikê li ber stirîn û qeleman girêgirêyî bibûn. [11346 cihani_bilican] Kuliki berê xwe li ser Kerrî da kir û gotê: [11347 cihani_bilican] Han evana jî yadîgarê te û serjêkirina kudikêye. [11348 cihani_bilican] Dayîka Werdek gote te Sosikê li dû kudikan nevêje nava qeleman, te bi gora wê nekir. [11349 cihani_bilican] Hanê ev jî akama negudariya te. [11350 cihani_bilican] Li wê navê da Buxdoyî lingê Sosikê yê paşiyê rakir û lê mêze kir û got: Kerr lê te qet nedigot, vaye nalekî Sosikê jî ketiye. [11351 cihani_bilican] Keviran lê daye simên wê jî hincî hincî kiriye. [11352 cihani_bilican] Kerrî pirsî: [directspeech cihani_bilican] Nalê wê ketiye? [11353 cihani_bilican] Kulik bi tûretî lê zivirand: Erê pehlewan! [11354 cihani_bilican] Ew jî yadîgara nêçîra kara xezalê ye. [11355 cihani_bilican] Te baş şîretên Werdekê kire guçkên xwe da. [11356 cihani_bilican] Îca tu yê bi vê Sosika nivîşkan herî Bilîcanê bi şer û lêdan bînî! [11357 cihani_bilican] Kerrî Got: [11358 cihani_bilican] Çi nake lo! [11359 cihani_bilican] Buxdoyê nihe nal bike: [11360 cihani_bilican] Buxdoyî pêş da pê kimê gûzanê û serê derziyê ew dirik û qelemên ko li saxirî û teşkên Sosikê da mabûn, yekoyeko deranî. [11361 cihani_bilican] Donbelên dewsa wan guvaşt û kêm û edaba tê da paqij kir. [11362 cihani_bilican] Li dû ra gazî Êxoyî kir û kelmelên xwe yên nalbendiyê xwast: [11363 cihani_bilican] Êxoyî xurcika kelmelên nalbendiya Buxdoyî ji nava kelmelan deranî û hanî danî ber destên wî. [11364 cihani_bilican] Hasûxan bi serê Sosikê ra girt û Pasûxan jî lingê Sosikê yê bênal bilind kir. [11365 cihani_bilican] Buxdoyî simteraş hilanî û bû fîtefîta wî û pêş da simê Sosikê yê hincî hincî bûyî baş û bi ser û ber taraşt û li ber xwe da ev gotina pêşiyan vegêra: [11366 cihani_bilican] Ji milkan aş. [11367 cihani_bilican] Ji pîşeyan simteraş. [11368 cihani_bilican] Ji mêran, mêrên beropaş. [11369 cihani_bilican] Ji mêran, mêrên beropaş. [11370 cihani_bilican] Ji mêran, mêrên beropaş. [11371 cihani_bilican] He ev hevoka kutayê li ber xwe da çendpate dikir û simên Sosikê diteraşt. [11372 cihani_bilican] Li dû ra nalek ji xurcika nalbendiyê deranî û danî ser simê Sosikê. [11373 cihani_bilican] Nal hindekî mezin bû. [11374 cihani_bilican] Ew nala danî û nalekî dî hilanî. [11375 cihani_bilican] Nal li ser simê Sosikê da ediland. [11376 cihani_bilican] Nal durust beranberî simê wê bû. [11377 cihani_bilican] Vêca li dû ra mixek ji deboyê mixan hilanî û danî ser kuna nalî û bi çekûçan lê ba ket. [11378 cihani_bilican] Li dû ra mixekî dî û mixekî dî jî. [11379 cihani_bilican] Ta ko her şeş mix jî li simê Sosikê da û serên mix-an li ser rûyê simê Sosikê ra hilavîtin. [11380 cihani_bilican] Vêca simê Sosikê danî ser kotikekî û serê mixan li nîviyê da birî û deverû li ser simî da qet kir û mix yekoyeko li simê Sosikê da şidand. [11381 cihani_bilican] Kulik jî li ser serê wî ra rawesta ye û li destên wî û çawaniya nalkirina Sosikê dinihêre. [11382 cihani_bilican] Gava ko Buxdoyî mix li simê Sosikê da dikuta, Kuliki bi dilekî şewat got: [11383 cihani_bilican] Buxdo tu Xudê bi hemmet, tu Sosikê dixî mixan. [11384 cihani_bilican] Buxdoyi gotê : [11385 cihani_bilican] Ma ez taze nalbendiyê dikim, tu min şîret dikî! [11386 cihani_bilican] Na, na mebesta min ew nibû. [11387 cihani_bilican] Dilê min bi rewşa Sosikê dişewite. [11388 cihani_bilican] Ne, ne lap dilniya be. [11389 cihani_bilican] Çi hesp ta roja îro li ber destên min neketine [11390 cihani_bilican] mixan, ta ko ez îro Sosikê jî têxim mixan. [11391 cihani_bilican] Gava ko nalkirina Sosikê kuta bû, Buxdoyî gote Hasûxani: [directspeech cihani_bilican] Ca Sosikê fenanî caran zîn bike kanê! [11392 cihani_bilican] Îca li dû ra jî gazî Kerrî kir û gotê: [directspeech cihani_bilican] Kerr were li Sosikê siwar be, serekî dûyan li ber çavên min ra bibezîne kanê rewşa wê çawaye. [11393 cihani_bilican] Ta Kerrî xwe berev kir, Hasûxani Sosik zîn kir jî. [11394 cihani_bilican] Kerr hat û li pêş çavên hemûyê li Sosikê siwar bû. [11395 cihani_bilican] Sosikê li bin siwarê xwe da ser û dêlên xwe berev kir. [11396 cihani_bilican] Kerrî du sê seriyan ew li pêş çavên Buxdo û dîtir hevalan ra bezand. [11397 cihani_bilican] Buxdoyî gazî kirê: [directspeech cihani_bilican] Bes e! [11398 cihani_bilican] Bes e! [11399 cihani_bilican] Sosikê ta du sê rojên dî lap bê ser rewşa xwe ya pêşîn. [11400 cihani_bilican] Hespên ko ez derman bikim, êş di bedena wan da namîne. [11401 cihani_bilican] Lê te Sosik pir wesrandiye. [11402 cihani_bilican] Bi gotinên Buxdoyî ra hemû tev şa bûn. [11403 cihani_bilican] Wê şevê jî li ser kaniya kevirê Çeqmaqan man. [11404 cihani_bilican] Koça kurên Werdekê daliqiyayî daliqiyayî li ber gola Eynulhayê ra derbas bû. [11405 cihani_bilican] Li ser milê çepê da zivirîn. [11406 cihani_bilican] Berê wan kete çiyayên bi xilxile. [11407 cihani_bilican] Êdî çol û çolistan li dû xwe ra hêlan e. [11408 cihani_bilican] Dar û deven tekoteko li vira û dera hanê li ber çavan dikevin. [11409 cihani_bilican] Hindî ko ber bi wî çiyayî diçin, hind diçe, li hejmara dar û deven û alaşan zêde û zêdetir dibe. [11410 cihani_bilican] Deven berebere bilind û bilindtir dibin û dibin dar. [11411 cihani_bilican] Berebere li hejmara daran jî zêde û zêdetir dibe û dar û bar hev digirin û dibin bişî û cengel. [11412 cihani_bilican] Li nava xilxile û xîştorên reş ra derbas bûn û giheştin çiyayekî asê. [11413 cihani_bilican] Rê li qontara wî çiyayî ra, li rex çemekî ra derbas dibû. [11414 cihani_bilican] Rê nibû, korerêyeke zirav û asê bû. [11415 cihani_bilican] Ajelek bi zorê dikarî tê ra derbas biba. [11416 cihani_bilican] Binê rê geliyekî teng û kûr bû. [11417 cihani_bilican] Hurşêna çemekî boş bû, ko li wî geliyî ra derbas dibû. [11418 cihani_bilican] Eger kesek li wê rêkê ra derbas bibe, nawêre li bin xwe ra li avê û li gelî binihêre. [11419 cihani_bilican] Pêlên avê kef li ser ketî vî alî, wî alî serên xwe li kendal û kevir û tat û zinarên lêvara teng didin û li nav hevdu da dişkên û paş da dizivirin. [11420 cihani_bilican] Tu dibêjî qay li ber serhişkî û heybeta lêvarê paşekişê dikin. [11421 cihani_bilican] Pêlek diçe û pêla dî cîhê wê digire û xuşîn li binê geliyî tê. [11422 cihani_bilican] Li ser serê mirovî ra jî dîwarekî bilindî kevirîne. [11423 cihani_bilican] Dîwarek ji zinarekî yekparçe û bilind. [11424 cihani_bilican] Eger mirov serê xwe bilin bike û rast lê binêre, kumê mirovî dê li serê mirovî bikeve. [11425 cihani_bilican] Ji vira ra çepa cerdan dibêjin. [11426 cihani_bilican] Eger lingê mirovekî li ber bişimite, yan pêroyek bilukume, yê durust li binê geliyî da, li nava avê da cûm bibe û di gel pêlên har û dîne avê berjêr here û li nava kûraniya çemî da bezir bibe. [11427 cihani_bilican] Lê dîsan jî tişteke baş e ko li hindek ciyan da, li binê rê da qurmedar û qolên devenan hene. [11428 cihani_bilican] Eger ew kesê ko li wî geliyî da ketiye, mêrekî kirarî û bi dil û gurçik be, jîr û jêhatî û zîx û çeleng be, bikaribe destên xwe li qurma darekî va, li rîşala devenekî va bend bike û ewê li destên xwe bialîne, ta ko hawariya hevalên wî pê ra gihîşt û werîsek, kindirek, kemendek jor da daxstin û ew pê va helpasî û bi dest û lepan, lê bi ser û guhên xûnavî, bi hezar û yek kul û derdî li ser ket û li devê mirinê rizgar bû. [11429 cihani_bilican] Taze eger ew mirova mirovekî leşgiran be, qurm û rîşala dar û devenan, dê bi destên wî va bimîne û ewê xwe li binê geliyî da, li nava kûraniya avê da bibîne. [11430 cihani_bilican] Yan jî eger bext ji wî ra bibe yar û destên wî li rîşaleke çir û bitew asê bû û rîşalê taba giraniya leşê wî anî, lê werîs û kindir û kemendan taba wî neanîn, ewê li wê bilindayê da bikeve nava kûraniya avê û bibe xwarê masî û kûsî û nihengên binê avê. [11431 cihani_bilican] Çepa cerdan, çepeke pir asê û teng û buvedare. [11432 cihani_bilican] Mirov ko ji çepê û li bin zinarê bilind ra derbas dibe jî, dîsan berê mirovî dikeve ser hevrazekî bilind. [11433 cihani_bilican] Ta niha ewê çepê giyanê gelekan jê standiye û ewan kiriye xwarê masî û kûsiyan. [11434 cihani_bilican] Ta roja îro her pişkeke wê çepê navek lê kirine: Çepa cerdan, çepa mirinê, xendeqa guran, hevrazê fistiq, çepa xertelan û çendîn navên dî. [11435 cihani_bilican] Li ser serê wî zinarê ko raserî korerêyê da bejin veda ye, cure cure dar û deven û gwînî lev aliyane. [11436 cihani_bilican] Şîlaneke bi gevde û levaliyayî durust li ser qûça wî zinarî bejin veda ye. [11437 cihani_bilican] Li bin sîbera wê şîlanê da cotek xertelên milrût hêlûn danîne. [11438 cihani_bilican] Ca eger rêya kesekî li bin wê dara şîlanê bigire, dê rastî hestûdaneke mezin bê. [11439 cihani_bilican] Hestûyên her cure ajelan, hestikên karxezalan, yên kar û berxan yên masiyan, yên maran, heylo hestikên mirovan jî li ber hêlûna xertelan li ser hev da bûne qûç. [11440 cihani_bilican] Car û bar jî libek, du lib hestik li wê bilindayê li nava hestikên li ber hêlûna xertelan dikevin serê rê û balayî dev û dorê rê dibin. [11441 cihani_bilican] Her çend ko xelk li bara wê hestûdankê da gelek tiştan dibêjin, lê ta roja îro ji bilî balinde û firindeyan rêya çi giyanliberî, piyên çi kesî li ser serê wî zinarî neketiye. [11442 cihani_bilican] Mirov ko kûşkê li ser serhevrazê biniya zinarî, ko dibêjinê hevrazê fistiq, dikeve, berê mirovî dikeve geliykî kûr. [11443 cihani_bilican] Rê li binê geliyî da pêş da diçe. [11444 cihani_bilican] Vî alî, wî alî geliyî, ta ko digîje bilindaya çiyan jî, daran mil kutane hev. [11445 cihani_bilican] Darên cur be cure cengelî, yên weke: bîh, melhem, çûk, darpirtûk, kevot, kezvan, kaj, çekem, dêlqantirok, evrisî û darên mêweyên cengelî yên weke: givîş, korosk, sêv, şîlan, zerîşk, hiloçik û tûvereşkan lev aliyane û pêş da çûne. [11446 cihani_bilican] Hindî ko mirov hevraz, ber bi serê gelî diçe, hind diçe dar bilind û bilindtir û çir û rixtimtir dibin. [11447 cihani_bilican] Koça kurên Werdekê bi kul û halekî ji çepa mirinê rizgar bûn. [11448 cihani_bilican] Li ser serhevrazê fistiq ketin û jor da ber bi milê rastê şiqitîn û geliyê bi dar û bar li milê wan yê çepê ma. [11449 cihani_bilican] Erd berdelan û xîştor bû. [11450 cihani_bilican] Rê digel avê û li ser dîwarê avê ra berjêr diçû. [11451 cihani_bilican] Li binê geliyî da, hêdî hêdî dîmen dihate guhorînê. [11452 cihani_bilican] Hindî ko mirov berjêr diçû, çiya û çem ji hevdu dûr diketin. [11453 cihani_bilican] Çiya û çem hêdî hêdî ji hevdu diqetiyan û çem ber bi deşteke vekirî pêş da dişûlikî. [11454 cihani_bilican] Dora çemî darên bîh û sipîndaran mil kutabûn hev. [11455 cihani_bilican] Li nava qetên darên bîhê ra qol qolî dirîreşk û tûvereşk û li cî ciyan da jî dêlqantirok li ber çavan diketin. [11456 cihani_bilican] Hindî çem ji çiya dûr diket, hind diçû, ji hejmara daran kêm dibû. [11457 cihani_bilican] Bere bere cegen û qamûşistanê ciyê dar û baran digirt û erdê xîştor ciyê xwe dida pêrge û nermanê. [11458 cihani_bilican] Dîsan weke çendik û çend caran rê li vira jî bû du rêyan. [11459 cihani_bilican] Koça kurên Werdekê dîsan li ser duriyanê rawestan. [11460 cihani_bilican] Li panavkekê da barên pêroyan li ser pişta wan hildan û pêro bi hev va girêdan û berdane nav wan çîmenên dora cegenê û bixwe jî berê xwe dane nav rêl û bişiyan û xerîkî berev kirina mêweyên cengelî bûn. [11461 cihani_bilican] Evdurehmanê Terikî hat û li ber Kerrî rawesta û gotê: [directspeech cihani_bilican] Xwarebara me hema bi zorê têra îro û sibê bike û neke. [11462 cihani_bilican] Çareyekê [11463 cihani_bilican] bike. [11464 cihani_bilican] Kerrî bersiv da: [directspeech cihani_bilican] Me va xwe daye devê çepa cerdan. [11465 cihani_bilican] Ê... belkû tiştek li ser me da hat. [11466 cihani_bilican] Sî dadigeriya. [11467 cihani_bilican] Tavê pencên xwe kutabû serê girên pêşber û hêdî hêdî dixwast biqulibe ko dengê zengilê stuyê hêştirên rêvîng û bazirganan Kerr li kûraniya bîr û hizrên aloz da deranî. [11468 cihani_bilican] Kerr ko li ser berekî rûniştibû, rabû ser xwe û gazî hevalan kir: Hevalno zû werin vira! [11469 cihani_bilican] Bi dengê Kerrî ra heval hemû li dora wî berev bûn û pirsîn: [directspeech cihani_bilican] Çî ye? [directspeech cihani_bilican] Zû hespan zîn bikin, ta ko karwan ji çepê derneketiye. [11470 cihani_bilican] Xudê wê ji me ra gîhand. [11471 cihani_bilican] Ez û Kulik emê herin pêşiya wî karwanî. [11472 cihani_bilican] Hûn jî xwe bidin wê berwara fêza çepa fistiqî û pangewêran holî pêşî û paşiya karwanî bikin. [11473 cihani_bilican] Lê agadar bin, ko pangevêrên we li me negirin. [11474 cihani_bilican] Hûn me dikujin ha. [11475 cihani_bilican] Kuliki gotê: [11476 cihani_bilican] Bira were dest ji van karana bikêşe. [11477 cihani_bilican] Ne te digot ez diziyê nakim. [11478 cihani_bilican] Kerr keniya û got: [11479 cihani_bilican] Kuro diziya çi. [11480 cihani_bilican] Em vaye eşkere davêjin ser karwanî. [11481 cihani_bilican] Ca ew jî her dizî ye. [directspeech cihani_bilican] Kulik em vaye birsîna dimirin. [11482 cihani_bilican] Tu dibêjî em li birsa bimirin û dest li ber xwe bikêşin, ko çî ye me gotiye em diziyê nakin. [11483 cihani_bilican] Kuro xwe tev girêdin! [11484 cihani_bilican] Bila Kulik bi me ra neyê. [11485 cihani_bilican] Kulik tu xwe bide ber hêştiran, ta ko em hatin. [11486 cihani_bilican] Hevalan hemûyê gotinên Kerrî rast derêxistin. [11487 cihani_bilican] Kulik jî gava dîna xwe dayê Kerr serwext nabe û li ser da sivikatiyê jî pê dike, neçar ma, ewî jî xwe tev girêda. [11488 cihani_bilican] Kerr û Kuliki pêro û hêştir bi hêviya Hasûxan û Pasûxan va hêlan û dîsan li wê rêya ko tê ra hatibûn, bi hevalên xwe va hev ra dadane çepa mirinê. [11489 cihani_bilican] Li bêhnekê da serhevrazê geliyî kuta kirin û giheştin hevrazê Fêza çepa Cerdan. [11490 cihani_bilican] Li nêzîkiya çepê bûne du desteyan. [11491 cihani_bilican] Desteyek çûne fêza rê û desta dî, xwe dane devê rê. [11492 cihani_bilican] karwan giheşte çepa mirinê û li dû hev rêz bûn. [11493 cihani_bilican] Kerrî destê xwe da ber çavên xwe û karwanî û pêroyên wan hejmart û gote Kuliki: [11494 cihani_bilican] Sî hêştir û sê hesp û deh mêr in. [11495 cihani_bilican] Hemû jî çekdar in. [11496 cihani_bilican] Kuliki got: [directspeech cihani_bilican] Bihêle bila hindekî dî jî paşiya karwanî ji çepê derkeve paşê. [11497 cihani_bilican] Rawestan da ko ser û binê karwanî li çepa biniya zinarî derketin û berê wan kete serhevrazê fistiqi. [11498 cihani_bilican] Kerr û Kuliki her yekê xwe dane aliyekî rê û li pesêva kevirekî da kemîn girtin û bi hev ra li karwaniyan qûriyan: [directspeech cihani_bilican] Lo lo li nav pêroyan derkevin! [11499 cihani_bilican] Li nav karwaniyan dengek bilind bû: Lo lo hûn kêne? [11500 cihani_bilican] Li serê riya me derkevin, dena ezê we kunkunî bikim. [11501 cihani_bilican] Kerrî bersiv da: [directspeech cihani_bilican] Kuro lawo gelekî lafan neke! [11502 cihani_bilican] Nebe hegera kuştina xwe û hevalên xwe. [11503 cihani_bilican] Gelî karwaniyan serê pêroyan berdin û li nav pêroyan derkevin! [directspeech cihani_bilican] Em serê pêroyan çi carî bernadin. [11504 cihani_bilican] Li serê rêya me derkevin. [directspeech cihani_bilican] Xudê kem, hûn bernedin, emê cergên we kunkunî bikin. [11505 cihani_bilican] Kerrî bi vê gotina xwe ra tîrek avîte hespê pêşiyê. [11506 cihani_bilican] Bû hîrehîra hespî û şeh rabû û da zîtikan û xwe hilavît û li erdê ket û hol bû û li ser dîwarê kendalê xendeqa guran da jor da totolo bû û kete nava çemî û li qaseke kurt da cendekê wî li ser avê ket.. Kerr bi tîreke dî hespê paşîn jî li ser çokan xist. [11507 cihani_bilican] Li dû ra bû virevira pangewêran û li ser paşî û pêşiya karwanî da barî. [11508 cihani_bilican] Karwaniyan xwe bezir kirin. [11509 cihani_bilican] Ele pele bûn. [11510 cihani_bilican] Yekê ji wan tîrek avîte Kerrî. [11511 cihani_bilican] Tîr li ber lingê Kerrî li erdê girt. [11512 cihani_bilican] Kerrî baş nîşan girt û tîrek li peleka wî da çand. [11513 cihani_bilican] Bû zarezar û ofeofa wî. [11514 cihani_bilican] Kerrî gote wan: [directspeech cihani_bilican] Xudê kem hûn li nava pêroyan dernekevin, emê we hemûyê li xendeqa guran da jor da hol kin. [11515 cihani_bilican] Karwaniyan dîna xwe danê her sê aliyên wan jî hatiye girtinê. [11516 cihani_bilican] Bintara wan jî xendeqa Gura ye. [11517 cihani_bilican] Çi rê tune ye. [11518 cihani_bilican] He rastî jî eger teslîm nebin, vaye ewî pêşîn her bi tîran dê wan yekoyeko bihingêve. [11519 cihani_bilican] Hemîn pangewêran jî rewşa wan pir aloz kiriye. [11520 cihani_bilican] Pêşengê karwanî ko mêrekî çil, pêncî salî bû, gazî kir: [11521 cihani_bilican] Kuro lawo hûn û Xudê me nekujin, ka hûn çi dixwazin em bidine we. [11522 cihani_bilican] Kerrî gotê: [11523 cihani_bilican] Min her cara pêşîn gote we, li nava pêroyan derkevin û giyanê xwe rizgar bikin. [11524 cihani_bilican] Bavo me nekujin bihêlin em ji nav pêroyan derkevin. [11525 cihani_bilican] Gor bavê we û Mîrê Ereban. [11526 cihani_bilican] Lê evê jî bizanibin, hûn herin ber perê esmani jî, hûn ji destê Mîrê Ereban nafilitin. [11527 cihani_bilican] Kerrî jê pirsî: [11528 cihani_bilican] Eva karwana yê kî ye? [11529 cihani_bilican] Gotin: [11530 cihani_bilican] Eva karê zemawenda Kulîlka nebiya Mîre. [11531 cihani_bilican] Gava ko navê Kulîlkê hat, tişteke germ li nav dilê Kuliki ra derbas bû. [11532 cihani_bilican] Zarotiya wî û Kulîlkê û zemawenda wan û malkmalkoya wan hate bîrê. [11533 cihani_bilican] Kerrî li wan heytand û got: [directspeech cihani_bilican] Li nava pêroyan derkevin! [11534 cihani_bilican] Ev karê zemawenda min e, ne ya Kulîlkêye. [11535 cihani_bilican] Bila Mîrê Ereban karekî dî ji nebiya xwe ra bike. [11536 cihani_bilican] Dey, dey zû li nav pêroyan derkevin. [11537 cihani_bilican] Karwaniyan stuyê xwe xwar kirin û li nava pêroyan derketin û hatin li ber Kerr û Kuliki ra derbas bûn. [11538 cihani_bilican] Deh mêrên bi rû û bi simbêl. [11539 cihani_bilican] Bi şûr û rim û tîr û kevan va. [11540 cihani_bilican] Kerrî tîrek danî ser jeha kevanî û li wan heytand: [directspeech cihani_bilican] Çekên xwe jî danên erdê! [11541 cihani_bilican] Karwaniyan bi neçarî çek û rextên xwe ji xwe şiqitandin û dane milê rê û ji pêroyan dûr ketin. [11542 cihani_bilican] Li ser hevrazî ketin û li berjêrê geliyî da şûlkîn. [11543 cihani_bilican] Duduyan xwe dabûne bin milê hevalê xwe yê birîndar û berjêr da bînanî bayê bezê direvîn. [11544 cihani_bilican] Ker, siwarî da ser wan û kemenda xwe avît û yek ji nav wan da kire gîrê û kemend lê şidand. [11545 cihani_bilican] Kemend li nava wî aliya û ew li ser serî li erdê da. [11546 cihani_bilican] Kerrî kemend kaş kir û ew li ser xwe da kişand. [11547 cihani_bilican] Yên mayî hevalên xwe hîştin û seriyo tu qurbana nigan bî. [11548 cihani_bilican] Panî li pê dan û herin ko hûn naçin. [11549 cihani_bilican] Ewê ko ketibû gîra Kerrî gencekî qorî tazegiheştî bû. [11550 cihani_bilican] Kire girî û ah û zarî û xwe avîte ser dest û piyên Kerrî û bi girî li ber Kerrî digeriya û digotê: [directspeech cihani_bilican] Xalo tu û Xudê tu min nekuje! [11551 cihani_bilican] Ez bi destgîran im. [11552 cihani_bilican] Tu û Xudê tu mirazê min li çavên min da nehêle! [11553 cihani_bilican] Tu û pîr û pêxemberan tu min berde ez herim. [11554 cihani_bilican] Kerrî pê keniya û gotê: [directspeech cihani_bilican] Na na lawo tu çi ditirsî. [11555 cihani_bilican] Netirse , ez te nakujim. [11556 cihani_bilican] Tu çendê hejî giyanê xwe dikî! [11557 cihani_bilican] Kulik hate cem Kerrî û lê pirsî: [11558 cihani_bilican] Te ev çima girt? [11559 cihani_bilican] Jê vegere! [11560 cihani_bilican] Karê min pê heye. [11561 cihani_bilican] Kerrî herdu destên peyakê dîl girêda û da pêşiya xwe. [11562 cihani_bilican] Hevalan jî hesp û hêştirên pûrê dane pêşiya xwe û anîn serê duriyanê. [11563 cihani_bilican] Kerrî li hevalan heytand û got: [11564 cihani_bilican] Kuro hêştirên me jî bar bikin! [11565 cihani_bilican] Hevalan dest pê kirin û hêştirên xwe jî bar kirin û li hêviya fermana Kerrî rawestan. [11566 cihani_bilican] Kerrî ji peyakê dîl pirsî: [directspeech cihani_bilican] Bêje kanê ev herdu rêyana ko da diçin? [11567 cihani_bilican] Peyaki stuyê xwe xwar kir û li rêyan nihêrî û got: [directspeech cihani_bilican] Ev şiverêya ko ber bi çiya diçe, ew rêka koçeran e. [11568 cihani_bilican] Ew li Qîracê daran ra ber bi warkozan û Şargên Lewendan diçe. [11569 cihani_bilican] Ew panerêya han jî ber bi beriyê diçe. [11570 cihani_bilican] Kerrî lê pirsî: [directspeech cihani_bilican] Kes niha li warkozan maye, yan na? [directspeech cihani_bilican] Na kes êdî li warkozan nemaye. [11571 cihani_bilican] Tenê herdu mehên buharê yê seretayê koçer li warkozan dimînin. [11572 cihani_bilican] Êla Eliyê Siwaran niha li kêderê daniye? [11573 cihani_bilican] Êla Eliyê Siwaran niha li wî alî çemî daniye. [11574 cihani_bilican] Li dû van pirsiyaran ra Kerrî çavên peyakî girê da. [11575 cihani_bilican] Li dû ra dest û piyên wî jî girêda û ew wekî pezekê avîte terkiya Sosikê. [11576 cihani_bilican] Bû zarezara peyakî û got: [11577 cihani_bilican] Xalo tu û Xudê tu min nekuje! [11578 cihani_bilican] Kerrî xwe lê tûre kir û gotê: [11579 cihani_bilican] Lawo min carekê ji te ra got. [11580 cihani_bilican] Mêr dîlên xwe nakujin. [11581 cihani_bilican] Hevala bi fermana Kerrî qentera hêştiran bi hev va girêdan û berê qentera giran dane şiverêya koçeran û li Qîracê Daran ra ber bi Şargên Lewendan hilkişiyan. [11582 cihani_bilican] Tarî ketibû erdê ko li nava dar û baran ra derbas bûn û xwe gîhandin panavkek biçûk ko li nîveka bişiyekî çirî rixtim da ketibû. [11583 cihani_bilican] Her sê aliyên panavkê zinarên bilind weke kelayeke destkir mil kutabûn hevdu. [11584 cihani_bilican] Bi fermana Kerrî hêştir li hundurê wê kelaya suruştî da hîş kirin. [11585 cihani_bilican] Kerrî peyakê dîl ji terkiya Sosikê vekir. [11586 cihani_bilican] Herdu destên wî û herdu piyên wî qeyd kir û serê qeydê avîte zincîrekê û zincîr jî avîte darekê û peyak hema wisan girêdayî li kêleka xwe da rûniştandinê. [11587 cihani_bilican] Hevalan jî barên hêştiran vekirin. [11588 cihani_bilican] Serê mişk û maran ji baran kêm bûn. [11589 cihani_bilican] Li mêwe, hişkebar, çerez, şîrînî û şekirokan bigire, ta zêr, zîv, navmalî, kulavên Xurestanî, mafûrên Îranî, xişl û rihel, parçeyên giranbuha, xavikên armûşe rengareng, şalên rîs û solik û kondereyan li nav baran da hebûn. [11590 cihani_bilican] Derê çîwalekî mewûj û leblebiyan vekirin û lê baketin. [11591 cihani_bilican] Wê şevê xwarê wan bû şîrînî û şekirok û mêwe û çerezên cur be cur. [11592 cihani_bilican] Taze tavê lê da bû ko Kerr û Kulik siwar bûn. [11593 cihani_bilican] Kerrî dîsan dest û piyên peyaki girêda û ew avîte terkiya xwe û gote hevalan: [11594 cihani_bilican] Hûn li vir bin, ta ko em hatin. [11595 cihani_bilican] Herdu bira ji hevalan qetiyan û berê hespan dane nava bişî. [11596 cihani_bilican] Li nava bişî derketin û ketin serberjêrê Qîracê daran. [11597 cihani_bilican] Serberêjêr kuta kirin û daketin deştê û li nav saz û qamûşistanê ra derbas bûn. [11598 cihani_bilican] Qamûş û cegen lev aliyabû û seranserî deştê dabûne ber xwe. [11599 cihani_bilican] Nijdî ser û dêlên xwe kiribû yek. [11600 cihani_bilican] Siwarê xwe li nava dêl û bijiyan da wenda kiribû. [11601 cihani_bilican] Lê Sosik ne wekî her care. [11602 cihani_bilican] Hemêşe Sosikê pêşî ji Nijdî distand. [11603 cihani_bilican] Lê niha nawe ketiye nîveka wê û Nijdî da. [11604 cihani_bilican] Nijdî ew para va hêlaye. [11605 cihani_bilican] Sosik êdî ne ew Sosika berêye. [11606 cihani_bilican] Ser û dêlên xwe wekî her car nagire. [11607 cihani_bilican] Kulik evê yekê dibîne û dikevgire. [11608 cihani_bilican] Dizgîna Nijdiyî hildikşîne. [11609 cihani_bilican] Gema wî berev dike, ta ko Sosik bê û li wî derbas bibe. [11610 cihani_bilican] Kerr jî mêj ve ye ko bi vê hindê hesiyaye, lê li ser xwe va nahîne. [11611 cihani_bilican] Tev giheştin li ber çemê boşî panî berîn. [11612 cihani_bilican] Lemelema çemiye. [11613 cihani_bilican] Tu dibêjî qay çem li cî da rawestaye. [11614 cihani_bilican] Nalive. [11615 cihani_bilican] Kerr û Kulik li vî rexê çemî rawestabûn, rexê dî bi zorê bi wan va dihate xûyanê. [11616 cihani_bilican] Ta ko mirovî tiştek neavîta ser rûyê avê, mirovî nizanî av li kî da diçe. [11617 cihani_bilican] Kerr û Kulik li nava cegen li rex çemî ji hespan peya bûn. [11618 cihani_bilican] Peyak ji terkiya Sosikê vekirin. [11619 cihani_bilican] Dest û pê û çavên wê jî vekirin. [11620 cihani_bilican] Peyakî çavên xwe miz da û li dora xwe nihêrî û tirsetirs pirsî: [directspeech cihani_bilican] Hûnê li vira min bikujin. [11621 cihani_bilican] Kerr keniya û gotê: Min carekî ji te ra got, em dîlên xwe nakujin. [11622 cihani_bilican] Lê tu ya rast ji me ra [11623 cihani_bilican] nebêjî, emê a, li vê derê serê ta parava lêdin. [11624 cihani_bilican] Peyak elepele bû û got: [directspeech cihani_bilican] Xalo yezdan kem, ezê ya rast ji we ra bêjim. [11625 cihani_bilican] Ka hûn çi dipirsin ez ji [11626 cihani_bilican] we ra bêjim. [11627 cihani_bilican] Kerrî gotê: [11628 cihani_bilican] Tu bihurê vî çemî nas dikî? [11629 cihani_bilican] Erê xalo ez nas dikim. [11630 cihani_bilican] Kerrî jê pirsî: [11631 cihani_bilican] Êla Eliyê Siwaran niha li kû daniye? [11632 cihani_bilican] Peyakî bi hejyareya destê xwe ew girên wî alî çemi, ko deh danzde meydanan dûrî çemî bûn, nîşanî wan da û got: [directspeech cihani_bilican] Êla Eliyê Siwaran niha li rasta pişt wan girên hanê da daniye. [11633 cihani_bilican] Kuliki jê pirsî: Lê mala zarên Hesê Dûdêyî li kû danîne? [11634 cihani_bilican] Ewan jî niha li girê kolotan, li rex ava zirav danîne. [11635 cihani_bilican] Kerrî dîsan dest û piyên peyakî qeyd kir. [11636 cihani_bilican] Çavên wî girêda û ew bi tewla [11637 cihani_bilican] Sosikê li nava qamûşan da bend kir û gotê: [11638 cihani_bilican] Li vira be ta ko em hatin. [11639 cihani_bilican] Lê ji cî nelive ha. [11640 cihani_bilican] Peyak giriya û got: [11641 cihani_bilican] Xalo ne te got ezê te berdim. [11642 cihani_bilican] Kerrî xwe lê tûre kir û gotê: [11643 cihani_bilican] Min carekê gote te ko ez te nakujim. [11644 cihani_bilican] Lawo tu çi xortekî bihecokî! [11645 cihani_bilican] Peyakî xwe kir kir. [11646 cihani_bilican] Kerr û Kulik siwar bûn û peyak li nava cegenî da tenê ma. [11647 cihani_bilican] Kuliki ji [11648 cihani_bilican] Kerrî pirsî: [directspeech cihani_bilican] Tu yê çi bikî? [directspeech cihani_bilican] Were em axarnasiyê bikin. [11649 cihani_bilican] Sibê me avîte ser mala Mîrî û me Bilîcan anî, bêgotin dê li dû me bikevin. [11650 cihani_bilican] Were em li van axarana bigerin û bi başî binasin. [11651 cihani_bilican] Bila çavên hespên me jî bikeve ser van kor û kendal û qamûş û cegen û hezekana. [11652 cihani_bilican] Tev dest pê kirin, serekî duyan li nava sazên li dora çemî da geriyan. [11653 cihani_bilican] Li rex çemî ketin û li buhurê çemî nihêrîn. [11654 cihani_bilican] Lê vî alî wî çemî cegen û çirpî û dirîreşk lev aliyabûn. [11655 cihani_bilican] Tenê li ciyekî da, ew jî li vî destê çemî rêya hat û çûya pêroyan dihate xûyanê. [11656 cihani_bilican] Lê rê ne rêyeke taze bû. [11657 cihani_bilican] Li ax û giyayê li dev û dora çemî ra bi zorê diyar dikir, ko midehekî berî niha rê li wur ra derbas bûye. [11658 cihani_bilican] Lê ew aliyê çemî yê dî bi wan va nedihate xûyanê. [11659 cihani_bilican] Li nava qamûşan derketin û hesp xistin wan ber û bestana û du sê seriyan jî li wan ber û bestên fêza qamûşistanê dane xaranan. [11660 cihani_bilican] Li dû ra hatin bal peyaki. [11661 cihani_bilican] Peyak ji cîhê xwe neliviya bû. [11662 cihani_bilican] Lê gava ko hesp gihîştin ser, ji cî hilqedimî û got: [11663 cihani_bilican] Xalo hûn hatin? [11664 cihani_bilican] Kerrî gotê : [11665 cihani_bilican] Erê em hatin. [11666 cihani_bilican] Vêca Kerr û Kulik bi hev ra ji hespan peya bûn. [11667 cihani_bilican] Kuliki dest û pê û çavên peyakî vekir. [11668 cihani_bilican] Kerrî ji peyakî pirsî: [11669 cihani_bilican] Te got ko tu buhurê vî çemî nas dikî? [11670 cihani_bilican] Erê xalo, ez nas dikim. [11671 cihani_bilican] De nîşanî me jî bide, kanê kê der bihur e? [11672 cihani_bilican] Peyak tirse tirs li dora xwe nihêrî û li rex çemî ket. [11673 cihani_bilican] Kerr û Kuliki jî serên hespên xwe ra girtine û dane dû wî. [11674 cihani_bilican] Takû peyak bi ciyekî, ko mirovî hemanê dizanî, demanekî rêyek li wur ra derbas bûye, gihîşt û got: [directspeech cihani_bilican] A, ev dera bihurê vî çemî ye. [11675 cihani_bilican] Êl û karwanî hemû li vira ra derbas dibin. [11676 cihani_bilican] Tu yê bikaribî, ji vî bihurî ra derbas bibî. [11677 cihani_bilican] Bû îske îska peyaki û pirsî: [11678 cihani_bilican] Xalo hûnê min berdin? [11679 cihani_bilican] Kerrî gotê: [11680 cihani_bilican] Here, me tu aza kirî. [11681 cihani_bilican] Peyaki bawer nedikir. [11682 cihani_bilican] Rawestabû û li nava çavên Kerrî dinihêrî. [11683 cihani_bilican] Kerrî xwe lê pert kir û gotê: [directspeech cihani_bilican] De here, tu aza yî! [11684 cihani_bilican] Peyak bi tirs ji wan qetiya. [11685 cihani_bilican] Xwe li avê da. [11686 cihani_bilican] Avê da navtenga wî. [11687 cihani_bilican] Bi somekarî xwe gîhande nîveka çemî. [11688 cihani_bilican] Av du sê caran li ser serê wî ra qulubî. [11689 cihani_bilican] Lê peyak somekaerkî baş bû. [11690 cihani_bilican] Bi dest û pêyan somekarî kir û xwe gîhande wî alî çemî. [11691 cihani_bilican] Gava ko li nava çemî derdiket, zivirî dîsan li pişt xwe ra mêze kir. [11692 cihani_bilican] Li dû ra beziya. [11693 cihani_bilican] Kerr û Kulik pê keniyan. [11694 cihani_bilican] Peyak li wî alî çemî bi zorê bi Kerr û Kuliki va dihate xûyanê, ko herdu bira li hespên xwe siwar bûn û ber bi Qîracê daran zivirîn. [11695 cihani_bilican] Herdu birayan serê hespan şil kiribûn û bi guj dajotin. [11696 cihani_bilican] Fîrefîra Sosikê bû. [11697 cihani_bilican] Sosik, Sosika caran nibû. [11698 cihani_bilican] Zikê wê mezin û saxiriyên wê lawaz û skura wê ziravtir bibû. [11699 cihani_bilican] Gelek ciyan jî lingên wê li hev dialiyan. [11700 cihani_bilican] Kulik bizorê serê Nijdiyî radigirt, ko li pêş wê nekeve. [11701 cihani_bilican] Lê her dem Nijdî li pêşiyê bû. [11702 cihani_bilican] Kulik li bîr û hizran da bû. [11703 cihani_bilican] Li dilê xwe da got: Xudê kem Sosik êdî ne hespa meyedana şerî ye. [11704 cihani_bilican] Ez çawa bikim ko Kerrî serwext kem, ko dest ji Sosikê bikişîne. [11705 cihani_bilican] Li van bîr û hizran da bû ko giheştin şoveke mezin. [11706 cihani_bilican] Ser û binê şovê bi hev va nedihate xûyanê. [11707 cihani_bilican] Ava aşekî li fêza şovê ra derbas dibû. [11708 cihani_bilican] Diyar bû ko şov pê kotanê kêlabûn. [11709 cihani_bilican] Şov û paşov kiribûn û ji çandinê ra amade kiribûn. [11710 cihani_bilican] Yê van rojan ew biçandana û bikiran pence. [11711 cihani_bilican] Gava ko Kerr û Kulik giheştin fêza şovê, teştek kete serê Kuliki. [11712 cihani_bilican] Kulik serê Nijdiyî berev kir û xwe li dû ra girt û gazî Kerrî kir: [directspeech cihani_bilican] Kerr ca nejo kanê! [11713 cihani_bilican] Kerrî jî dizgîna Sosikê ragirt û pirsî: [11714 cihani_bilican] Te xêre!? [11715 cihani_bilican] Min xêre. [11716 cihani_bilican] Vêca xwe li hespê da avîte erdê û got: [11717 cihani_bilican] Ca tu dizgîna Nijdiyî ra bigire! [11718 cihani_bilican] Vêca dizgîna Nijdiyî da destê Kerrî û xwe bi coka avê ra gîhand. [11719 cihani_bilican] Pêşiya avê xendiqand û ava cewê li se şovê da şkand. [11720 cihani_bilican] Kerr bi zendeman jê pirsî: [11721 cihani_bilican] Kuro Kulik tu yê çi bikî?! [11722 cihani_bilican] Peya be, ez ji te ra bêjim, kanê ezê çi bikim. [11723 cihani_bilican] Kerr bêy hemdê xwe ji hespa xwe peya bû. [11724 cihani_bilican] Bû xurpexurpa avê û li ser şovê ket. [11725 cihani_bilican] Şovê av hilçinî. [11726 cihani_bilican] Her çend ko av [11727 cihani_bilican] aveke boş bû, lê dîsan jî qaseke xurt kişand, ta ko av ji vî serî giheşte serê dî. [11728 cihani_bilican] Av li şova ripe rast geriya. [11729 cihani_bilican] Şov bû deriya. [11730 cihani_bilican] Deriyayek li av û qurê. [11731 cihani_bilican] Her du bira rawestabûn û li şovê û xurpexurpa avê dinihêrîn. [11732 cihani_bilican] Kerrî serê xwe hejand û pirsî: kuro ca bêje ka tu yê çi bikî, paşê. [11733 cihani_bilican] Ez çi serederiyê ji vî karê te nakim. [11734 cihani_bilican] Kuliki jê pirsî: [11735 cihani_bilican] Ker, ez û tu birane yan na? [11736 cihani_bilican] Erê em birane. [11737 cihani_bilican] Em herdu kurên Silêman û Werdekêne, yan na? [11738 cihani_bilican] Kerrî bi zendeman got: [11739 cihani_bilican] A! [11740 cihani_bilican] Sosik û Nijdî herdu jî caniyên mahîna Barxanene, yan na? [11741 cihani_bilican] A, herdu jî caniyên mahîna Barxanene. [directspeech cihani_bilican] Were ez û tu emê berêkanê bikin û hespên xwe biezmînin. [11742 cihani_bilican] Pêroya kê ji şovê derket û xwe bi hişkatiyê ra gîhand, ewî lê biriye. [11743 cihani_bilican] Lê pêroya kê jî derneket, bizane ew pêroya yê li meydana şerî da jî dernekeve. [11744 cihani_bilican] Ca dermanê wê ser lêdane. [11745 cihani_bilican] Emê serê wê lêdin. [11746 cihani_bilican] Kerrî gotê: were em herin, niha hevalên me li hîviya me mane. [11747 cihani_bilican] Me taze karwanê xelkê şêlandiye, niha xudanê karwanê dê li dû malê xwe ra bên. [11748 cihani_bilican] Kuliki gotê: [directspeech cihani_bilican] Hevalan neke berhane. [11749 cihani_bilican] Her ez jî li wê hizrê da me. [11750 cihani_bilican] Niha hawariya êla Mîrê Ereban li dû me ra bên. [11751 cihani_bilican] He yê li binê hevrazê Qîracê daran da bigîjin me. [11752 cihani_bilican] Sosik êdî ne ew Sosika carane. [11753 cihani_bilican] Kerrî xwe lê tûre kir û gotê: [directspeech cihani_bilican] Tu çi dibêjî? [11754 cihani_bilican] Çawa Sosik, Sosika caran nîne! [11755 cihani_bilican] Siwar be em herin. [11756 cihani_bilican] Derenge lo! [11757 cihani_bilican] Kuliki gotê: [directspeech cihani_bilican] Tu nawêrî bi min ra berêkanê bikî, bêje ez nawêrim. [11758 cihani_bilican] Ca tu bo [11759 cihani_bilican] berhaneyan digirî? [11760 cihani_bilican] Kerrî dîna xwe dayê, ne herê, Kulik dest jê nakêşe. [11761 cihani_bilican] Bi neçarî got: [directspeech cihani_bilican] De were em hespên xwe biezmînin. [11762 cihani_bilican] Herdu li hespan siwar bûn. [11763 cihani_bilican] Li rê derketin. [11764 cihani_bilican] Li ser cowê ra banz dan û xwe dane ber serê şovê. [11765 cihani_bilican] Li ser benga şovê herduyan serên hespên xwe dane ber hev û bi hev ra hajotin nava şovê. [11766 cihani_bilican] Bû çirteçirta qurê û li ber guçkên siwaran ra derbas bû. [11767 cihani_bilican] Hesp ta fêza kaban diketin heriyê û li heriyê da çik dibûn. [11768 cihani_bilican] Nijdî axa hişk li binê heriya şovê ra derdixst û li ser milê Kuliki ra davît. [11769 cihani_bilican] Lê Sosikê her bi zorê lingên xwe li heriyê da derdixist. [11770 cihani_bilican] Lê dîsan her dûyan cot herî diqelaştin û pêş da diçûn. [11771 cihani_bilican] Cotkî banz didan. [11772 cihani_bilican] Xwe davîtin, dîsan di heriyê da çik dibûn û dîsan xwe li heriyê derdixistin û dîsan cûmî heriyê dibûn. [11773 cihani_bilican] Siwaran hesp dane ber zengî û tajankan. [11774 cihani_bilican] Hespan kêrûşkî qewş dikirin. [11775 cihani_bilican] Ha Sosik ha, ha Nijdî ha. [11776 cihani_bilican] Ta nîviya şovê herdu hesp cot, li ber hev û bi hev ra diçûn. [11777 cihani_bilican] Lê ji nîviyê ko derbas bûn, serê Nijdiyî li ber guçkên Sosikê ra bihurî. [11778 cihani_bilican] Hêdî hêdî serê Sosikê hate ser qefesa Nijdiyî. [11779 cihani_bilican] Şerp û terp û qîrçeqîrça tajankan û helkehelka siwaran û fîrefîra hespan bû. [11780 cihani_bilican] Tajank bûn ko li hewa ba dibûn û li ser saxiriyên hespan da peya dibûn. [11781 cihani_bilican] Berebere dêla Nijdiyî li serê Sosikê derbas bû. [11782 cihani_bilican] Êdî devê Sosikê nedigihîşte dêla Nijdiyî. [11783 cihani_bilican] Hêdî hêdî nawe kete nîveka wan. [11784 cihani_bilican] Gezek du gez, sê gez, deh gez. [11785 cihani_bilican] Nijdî xwe bi wî serê şovê, xwe bi hişkatiyê ra gîhand. [11786 cihani_bilican] Bû fîrefîra wî. [11787 cihani_bilican] Lê Sosik li heriyê da ma. [11788 cihani_bilican] Bû firtefirta lingên wê. [11789 cihani_bilican] Ta lingekî xwe li heriyê da dideranî, lingê wî yê dî li heriyê da çik dibû. [11790 cihani_bilican] Kulik li Nijdiyî peya bû û ew vî alî û wî alî li dû xwe destkêş kir. [11791 cihani_bilican] Kerr jî waye Sosikê dide ber tajankan. [11792 cihani_bilican] Du sê gez mabûn, ko Sosik şovê kuta bike, binzika wê hindik mabû bigihîşta ser heriya şovê. [11793 cihani_bilican] He bi kul û halan li nava heriyê derket. [11794 cihani_bilican] Bi derketinê ra, Kuliki şûrê xwe kişand û rikêfî ser Sosikê kir. [11795 cihani_bilican] Kerrî lê heytand û bi zenda wî ra girtr û gotê: [directspeech cihani_bilican] Kuro tu dîn bûyî çawa?! [11796 cihani_bilican] Kuliki got: [directspeech cihani_bilican] Ev mercê meye. [11797 cihani_bilican] Bihêle ez serê wê bifirînim. [11798 cihani_bilican] Xudê ewê me li nava dijminî da şepirze bike. [11799 cihani_bilican] Ew bi ava golegeniyan maye. [11800 cihani_bilican] Êdî ew kêrî meydana şerî nayê. [11801 cihani_bilican] Ta ko ew me dide kuştinê, bihêle ez serê wê lêdim û bila li ber çavên me negere. [11802 cihani_bilican] Ezê Nijdî bideme te û ezê ji xwe ra hespekî dî peyda bikim. [11803 cihani_bilican] Kerr tûre bû û Kulik palda û bi zorê şûr li nava destê wî deranî. [11804 cihani_bilican] Kuliki bînfişk vedida û digot: [11805 cihani_bilican] Kuro bihêle! [11806 cihani_bilican] Xudê kem ewê me li nava dost û dijminan da rûreş bike. [11807 cihani_bilican] Bihêle em ewê li ber çavên xwe ra kin. [11808 cihani_bilican] Kuro tu li ser hemdê xwe nînî?! [11809 cihani_bilican] Çawa destê te diçe Sosikê? [11810 cihani_bilican] Çawa devê te digere tu dibêjî ezê serê Sosikê lêdem!? [11811 cihani_bilican] Evê heriyê fîl jî nikare biqelişîne. [11812 cihani_bilican] Tu dîna xwe nede Nijdiyî. [11813 cihani_bilican] Nijdî ji Sosikê biçûktir e. [11814 cihani_bilican] Leşê wî sivik e. [11815 cihani_bilican] Sosik giran e. [11816 cihani_bilican] Bi gevdeye. [11817 cihani_bilican] Lingên wê erdê hişk diqelişîne, îca tu dibêjî bila li şova avdayî da jî çik nebe?! [11818 cihani_bilican] Kuliki bi tûreyî lê zivirand: [11819 cihani_bilican] Xudê Sosik ji te ra nebû hesp qet, ewê te şepirze jî bike. [11820 cihani_bilican] Rabe, em siwar bin! [11821 cihani_bilican] Kanê heval çi dikin. [11822 cihani_bilican] Tav waye hate qamê nîvro. [11823 cihani_bilican] Herdu li hespan siwar bûn û berê hespan, dane Şarigê Lewendan. [11824 cihani_bilican] Hesp ta fêza kaban li heriyê da mabûn. [11825 cihani_bilican] Heriyê xwe dabû binzika Sosikê. [11826 cihani_bilican] Teng û berên wê hemû bibûn herî. [11827 cihani_bilican] Li hevrazê Qîracê daran da Nijdî bînanî cûncikekê fir dida û nawe dida Sosikê. [11828 cihani_bilican] Lê Kuliki li ber Kerrî bi zorê dizgîna wî berev dikir û xwe para va digirt. [11829 cihani_bilican] Her çawa bû Kerr birayê wî yê mezin bû. [11830 cihani_bilican] Rast bû herdu hevalcêvî bûn, lê Kerrî berî wî çav li cîhanê vekiribû. [11831 cihani_bilican] Birayê mezin dihate hejmarê. [11832 cihani_bilican] Li ber vê hindê li ser deb û resmên komelayetiyê Kuliki her dem rêz ji Kerrî ra digirt. [11833 cihani_bilican] Û çi caran nedixwast dilê wî ji xwe bihêle. [11834 cihani_bilican] Taze li şovê dûr diketin, ko siwarekî cilinboz, siwarê hespekî qimer, li wan derbas bû. [11835 cihani_bilican] Kulik li ser milê xwe da zivirî û li siwari nihêrî. [11836 cihani_bilican] Lê Kerrî serê xwe kiribû nava dêl û bijiyên Sosikê û dajot. [11837 cihani_bilican] Kulik xwe pê ra gîhand û gotê: [11838 cihani_bilican] Kerr ew siwarê hanê rengê xelkê zozanan dide. [11839 cihani_bilican] Kerr jî li ser milê xwe da zivirî û lê nihêrî û got: [directspeech cihani_bilican] Xelkê zozanan li vira çi dike. [11840 cihani_bilican] De bi me çi. [11841 cihani_bilican] Kê dibe bilanê. [11842 cihani_bilican] Tev serhevrazê Qîracê daran kuta kirin û giheştin nav hevalan. [11843 cihani_bilican] Hasûxan û Pasûxan qentera hêştiran bi hev va girêda bûn û xwe dabûne ber. [11844 cihani_bilican] Evdurehmanê Terikî û Neimetê Îsi jî weke caran xwe dabûn ber kuçiki û karê xwerekê dikirin. [11845 cihani_bilican] Loku û Elik û Buxdo û Êxo jî ketibûn nava daran mêweyên beyanî berev dikirin. [11846 cihani_bilican] Bi hatina Kerr û Kuliki ra hemû li dora wan berev bûn. [11847 cihani_bilican] Buxdoyî pirsî: [11848 cihani_bilican] Hûn li sibê da, li kêderê bûn? [11849 cihani_bilican] We çi kir? [11850 cihani_bilican] Kerrî bersiv da: [11851 cihani_bilican] Me çû bihurê çemî peyda kir. [11852 cihani_bilican] Emê du sê rojên dî xwe li çemî bidin. [11853 cihani_bilican] Dema hemûyê saz bû. [11854 cihani_bilican] Hemûyê digotin û dikeniyan. [11855 cihani_bilican] Tenê Kulik di bîr û hizrên kûr da bû. [11856 cihani_bilican] Şev li ser wan da hat. [11857 cihani_bilican] Li nava bişiyê dora kelaya suruştî da her yek li goşeyekê ketibûn. [11858 cihani_bilican] Kerrî qêr kirê: [11859 cihani_bilican] Delalê dilê min ji dilanî dîn e... [11860 cihani_bilican] Xezalê dilê min ji dilanî dîn e... [11861 cihani_bilican] Vê şevê dilê minê çi dilan li ser xwe ra nahebîne... [11862 cihani_bilican] Çawa kesekê xudanî xêran wê çunîne... [11863 cihani_bilican] Silavekê ji beriya Şengarê bi zozanên Sîpanî Xelatê ra bigehîne... [11864 cihani_bilican] Bêje delalîka ber vî dilî, bila li nava xem û kederan da qet nemîne... [11865 cihani_bilican] Demanê min û anîna Bilîcanê kêm dimîn e... [11866 cihani_bilican] Delalê dilê min ji dilanî dîne... [11867 cihani_bilican] Dengê Kerrî dikete keviran û zingîn jê dihat. [11868 cihani_bilican] Her çend ko stirana Kerrî stiraneke evîndariyê bû, lê li ser teqla stiranên şîn û şîngêriyê da hate gotin. [11869 cihani_bilican] Kerrî bixwe jî nizanî kanê çima teqla stirana wî wisan bi şewat hat. [11870 cihani_bilican] Kulik jî waye pala xwe daye cihêzên Kulîlkê û kûr diponije. [11871 cihani_bilican] Eva çendik û çend şeveroj in, ko rê tên. [11872 cihani_bilican] Çendîn êl û zome û gund û bajar li pişt serê xwe ra hêlane. [11873 cihani_bilican] Hindî rê dikudînin û pêş da diçin, hemû her Kurdistan e. [11874 cihani_bilican] Hemû kurd in. [11875 cihani_bilican] Lê hemû jî dijmin û neyarên hevin. [11876 cihani_bilican] Her zome û êl û her gund û bajarekê serok û sergêrekî xweyî serbixwe heye. [11877 cihani_bilican] Lê ev serok û sergêran jî tim dijî hevin. [11878 cihani_bilican] Yek serê xwe ji yê dî ra xwar nake. [11879 cihani_bilican] Dilê yekê ji yê dî ra naxwaze. [11880 cihani_bilican] Hemû çavnebariya hev dikin. [11881 cihani_bilican] Hemû ji dil û can cigir û neyarên hevdun e. [11882 cihani_bilican] Hindî hatine hema li rê da rastî kuştin û şerên hoz û tîreyan bûne. [11883 cihani_bilican] Rastî dizî û talankişandin û şer û gêre û xûn û xûnrêştinê hatine. [11884 cihani_bilican] Hindî hatine her rastî şerên xwe bi xwetiyê hatine. [11885 cihani_bilican] Her Kurd in ko hevdu dikujin. [11886 cihani_bilican] Li her ko danîne rastî cerd û diz û talankêş û reşedizan hatine. [11887 cihani_bilican] Bixwe jî vaye diçin diziyê. [11888 cihani_bilican] Vaye cihêzê bûkan şêlandin e. [11889 cihani_bilican] Vaye diçin ser Kurdan şerî. [11890 cihani_bilican] Bixw zehlê wî ji xwe û Kerrî çû. [11891 cihani_bilican] Her çi dibêje Kerrî , Kerr li bersiva wî da dibêje tu tirsenok î. [11892 cihani_bilican] Tu newêrekî. [11893 cihani_bilican] Tu dola Silêmanî nînî. [11894 cihani_bilican] Tu kurê Werdekê nînî. [11895 cihani_bilican] Tu ne nebiyê Silîv beg û Hesê Dûdêyî. [11896 cihani_bilican] Li dilê xwe da got: [11897 cihani_bilican] Ez nizanim li ber çavên wî kî diz û cerdewan û mêrkuj be, ew mêrxas e. [11898 cihani_bilican] Xew li çavên Kuliki nediket. [11899 cihani_bilican] Li dû peydakirina çareyekê bû, ko belkî birayê xwe serwext bike. [11900 cihani_bilican] Lê dizanî ya bûyînê nîne. [11901 cihani_bilican] Şev li nîviyê jî derbas bibû, lê hê xew li çavên Kuliki neketibû. [11902 cihani_bilican] Lê Kerr her bi stirana xwe ra, xew ra çû û xurexura wî bû. [11903 cihani_bilican] Hasûxan û Pasûxan jî nobedar bûn. [11904 cihani_bilican] Her yekê xwe dabûne layekî Şarga Lewenda û pêgermok digerandin. [11905 cihani_bilican] Kulik jî rabû çû bal wan û pêkve agirek dadan. [11906 cihani_bilican] Bi dadana agirî ra hevalên wan yên dî jî yekoyeko rabûn û li dora agiri berev bûn. [11907 cihani_bilican] Buxdoyî got: [directspeech cihani_bilican] Pêşiya çi baş gotine, kes li ber agirê gur nareve. [11908 cihani_bilican] Ta nêzîkiya sibêdê ardû li agirî zêde kirin û li ber ronaya agirî rûniştin û xeber dan, hê seyra sibêdê ser nedabû ko Kerrî kêleka xwe guhest û bawişk hatinê û ew jî hat û li rex agirî rûnişt. [11909 cihani_bilican] Danê nîvro bû ko peyakê dîl bi helkehelk û şelpetelp xwe bi dîwana Mîr Elî Siwaranî ra gîhand û ji Mîrî ra got; cerdê xwe daye Şargên Lewendan. [11910 cihani_bilican] Hejmara wan û zaraveyên wan jî ji Mîrî ra şirove kir. [11911 cihani_bilican] Bi hatina peyakî ra Mîrî fermana duhola hawarê da. [11912 cihani_bilican] Bi dengê duhola hawarê ra ji her alî siwar û peya ber bi mala Mîrî kişiyan. [11913 cihani_bilican] Lê ta siwar û peya li ser hev da berev bûn, siwarekî cilinboz li ber derê mala Mîrî da peya bû. [11914 cihani_bilican] Siwari li ber qetê kulozê xwe da nameyeke niviştkî deranî û da destê Mîrî. [11915 cihani_bilican] Mîr pêça namê vekir û çavên xwe lê kuskusand û carekê name li serî ta bini xwend û careke dî jî bi ser û ber lê hûr bû. [11916 cihani_bilican] Li dû xwendina namê ra peyakê cilinboz tek kir û jê pirsî: [11917 cihani_bilican] »Te ji kesî ra negotiye, ka tu ji kê derê têy?« [directspeech cihani_bilican] Na min ji çi kesî ra negotiye. [11918 cihani_bilican] Li dû wê hindê ra ko Mîr lap dilniya bû, peyakî çi tişt ji çi kesî ra negotiye, ferman da: [directspeech cihani_bilican] Lezê nekin! [11919 cihani_bilican] Em bi cîhê wan û hejmara wan baş hesiyane. [11920 cihani_bilican] Niha qet çi kes bila li dû cerdê nekeve, ta ko cerd lap dilniya dibe, ko hawarî li dû wan ra naçe. [11921 cihani_bilican] Li dû fermana Mîrî ra siwar û peyayan jev berdan û her kes ber bi mala xwe zivirî. [11922 cihani_bilican] Roja îniyê bû. [11923 cihani_bilican] Tav rimekê bilind bibû. [11924 cihani_bilican] Ew du roj bûn ko Kerr û Kulik karê zemawenda Kulîlkê şêlandibûn, lê çi kes li dû ra nehatibû. [11925 cihani_bilican] Evê hindê lap Kerrî nerehet dikir. [11926 cihani_bilican] Xwe ji xwe ra digot, kuro ma qet mêrek li nava êla wî da tunebû ko li dû me biketa. [11927 cihani_bilican] Evan çi mirovên bê xîret û neçîne. [11928 cihani_bilican] Bi van hizrana va rabû û gazî Hasûxani kir û gotê: [directspeech cihani_bilican] Hasûxan ca ji min ra Sosikê zîn bike!« [11929 cihani_bilican] Bixwe jî cil û bergên pehlewantiyê ji xwe bêxist û destek cilkên derwêşan li xwe kir. [11930 cihani_bilican] Şûr û xencera xwe li bin da girêda û deplikek derwêşan da destê xwe û gote hevalan : [directspeech cihani_bilican] Ezê herim serekî li nava êlê bigerim û tiştekê bizanim û bêm. [11931 cihani_bilican] Li dû ra bixwe jî destek li teng û berên Sosikê gerand. [11932 cihani_bilican] Hasûxani zengiya wî dagirt û ew li Sosikê siwar bû û xatirê xwe ji hevalan xwest û li nava bişî û daran ra ji Şargên Lewendan derket û li Qîracê daran da jorda daket û ber bi deştê û qamûşistanê hajot. [11933 cihani_bilican] Li Qîracê daran ra deşt wekî neynûkê pê va dihate xûyanê. [11934 cihani_bilican] Deşteke ripe rast. [11935 cihani_bilican] Çemekî boşî giran li ser sîngê deştê da çivane dida xwe û ber bi dilê deştê dişûlikî. [11936 cihani_bilican] Vî alî, wî alî çemî qamûş û cegen lev aliyabûn. [11937 cihani_bilican] Tavê lêdabû. [11938 cihani_bilican] Çem li ber rewneqa tavê diçilvilî. [11939 cihani_bilican] Kerrî yekbîn ta ber lêvara çemî hajot. [11940 cihani_bilican] Hate rex bihuri. [11941 cihani_bilican] Zengî li Sosikê da û Sosikê xwe li avê xist. [11942 cihani_bilican] Avê da zengiya Kerrî. [11943 cihani_bilican] Kerrî Sosik zengî kir. [11944 cihani_bilican] Sosik pêş da çû. [11945 cihani_bilican] Avê da ser zînî. [11946 cihani_bilican] Sosikê somekarî kir. [11947 cihani_bilican] Sosik weke werdekekê li ser avê ket û bi somekarî xwe gîhande wî alê çemî. [11948 cihani_bilican] Kerr li Sosikê peya bû. [11949 cihani_bilican] He li ber lêva çemî cilkên xwe bêxist û givaşt. [11950 cihani_bilican] Te digot qay li ber kuçikê Werdekê rûniştiye. [11951 cihani_bilican] Bîstekî xwe da ber pesêva Sosikê, ta ko cilkên wî her koşkê barevayî bûn. [11952 cihani_bilican] Dîsan zû cilkên xwe li xwe kir û xwe xiste rengê derwêşan û deplika xwe da ser destê xwe û ber bi êla Mîrê Ereban hajot. [11953 cihani_bilican] Girikekî angorî zemîn bilind li pêşberî wî bû. [11954 cihani_bilican] Hajote ser serê girikî. [11955 cihani_bilican] Li pişt girikî da deşteke pan û berîn bû. [11956 cihani_bilican] Hindî çavan didît, deşt bû û hindî deştê pêva qeter dikir, kon û xîvet bûn ko mil kutabûn hev û pêş da diçûn. [11957 cihani_bilican] Çavên mirovî li ber kon û xîvetan reş va dihat. [11958 cihani_bilican] Kerrî dûrbîna xwe li xurcika xwe deranî. [11959 cihani_bilican] Dûrbîn da ber çavên xwe. [11960 cihani_bilican] Li bestê nihêrî. [11961 cihani_bilican] Kî alî mêze dikir, reşkon û xîvet bûn. [11962 cihani_bilican] Qîz û bûk deste deste ji kon û xîvetan derdiketin û ji vî konî diçûne konê dî. [11963 cihani_bilican] Jin û zar li ber derê konan dihatin û diçûn. [11964 cihani_bilican] Dûrbîna xwe li perê êlê gerand. [11965 cihani_bilican] Dîna xwe dayê konekî reşî erebî li perê konan vegirtine. [11966 cihani_bilican] Ne serê koni diyare, ne binê konî. [11967 cihani_bilican] Li ber lêva xwe da got: [directspeech cihani_bilican] Divê ev ko mala Mîrê Ereban be. [11968 cihani_bilican] Dîsan dûrbîn li dev û dorê konan gerand. [11969 cihani_bilican] Li wî alî deştê aveke zirav bînanî çirka şîrî li ber tavê diteyîsî û dihat û tevî çemê mezin dibû. [11970 cihani_bilican] Wî alî wê ava zirav bizorê karî reşên şeş, heft konan li hev derxe. [11971 cihani_bilican] Dîsan li ber lêva xwe da got: evana jî gereke konên xalên me bin. [11972 cihani_bilican] Dîsan dûrbîn li ser konê Mîrê Ereban gerand. [11973 cihani_bilican] Dîna xwe dayê bînanî tiştê ko xêr û şerek hebe, şêvrek hebe, mêvandariyek hebe, deste deste mêr li wî konî derdikevin û deste deste diçinê. [11974 cihani_bilican] Dûrbîn li dor û berê konî gerand. [11975 cihani_bilican] Dor û berê konî hera û hêvirze bû. [11976 cihani_bilican] Dîsan dûrbîn vî alî wî alî li ser deştê û zomê gerand. [11977 cihani_bilican] Dîna xwe dayê li biniya malan da şeş, heft kesan hespek dane nav hev da û ber jêr dibin. [11978 cihani_bilican] Dûrbîn baş li ser wan gerand. [11979 cihani_bilican] Dît, ko waye yek wê pêroyê destkêş dike û yên dî jî li dû ra diçin. [11980 cihani_bilican] Dûrbîn dîsan li ser wan gerand. [11981 cihani_bilican] Dîna xwe dayê waye ew pêroya direqise û orxe dibe. [11982 cihani_bilican] Ser û dêlên xwe dike yek. [11983 cihani_bilican] Bû tikîna dilê Kerrî. [11984 cihani_bilican] Tiştek li nava dilê wî da qetiya. [11985 cihani_bilican] Xwe ji xwe ra got: [directspeech cihani_bilican] Bi gorina babo, her ev Bilîcan bixwe ye. [11986 cihani_bilican] Berê Sosikê da biniya malan û bi bayê bezê ber bi wan hajot. [11987 cihani_bilican] Nizanî ew naweya çawa kuta kir. [11988 cihani_bilican] Xwe gîhande wan. [11989 cihani_bilican] Dîna xwe dayê mahîneke şînboz e. [11990 cihani_bilican] Yekê bi hefsarê wê ra girtiye û yên dî jî li peyê tên. [11991 cihani_bilican] Baş li mahînê hûr bû. [11992 cihani_bilican] Dîna xwe dayê çawa ko dayîka wî û peyakê dîl ji wan ra salix dane, xaleke sipî li ser gurçika wê ya çepê ye. [11993 cihani_bilican] Waye ji bo avdanê ber bi bîrê dikişînin. [11994 cihani_bilican] Kerr bi wan ra gihîşt û destê xwe ji wan ra bilind kir û gote wan: [11995 cihani_bilican] Ji we ra wîşt! [11996 cihani_bilican] Hemûyan bi hev ra bersiva wîşta Kerrî dan: [11997 cihani_bilican] Wîşta te li ser wîştê be, day û bavê te li bihîştê be! [11998 cihani_bilican] Kerrî pirsî: [11999 cihani_bilican] Pirsiyar bêxewş e, ew çawa hêstire ko hûn weha pê ra şa dibin. [12000 cihani_bilican] We qet hêstir nedîtine çawa? [12001 cihani_bilican] Hemû bi Kerrî keniyan û yekê gotê: [directspeech cihani_bilican] Kuro lawo ma tu korî, ko tu hesp û hêstiran ji hevdu nas nakî. [12002 cihani_bilican] Lawo ev Bilîcana Mîrê Erebane. [12003 cihani_bilican] Lawo ev mahîna li dewsa xeracê heft salên Erebistanê va hatiye. [12004 cihani_bilican] Tu çi diaxivî?! [12005 cihani_bilican] Dibêjî qay tu ne xelkê vî welatiyî!« [12006 cihani_bilican] Kerrî gotê: [directspeech cihani_bilican] Xalo bibexşîne. [12007 cihani_bilican] Min nas nekir. [12008 cihani_bilican] Min got qay hêstir e. [12009 cihani_bilican] Vêca bi gotina xwe ra ber bi wan çû. [12010 cihani_bilican] Gava ko gihîşte wan ne ji gav da şûrê xwe li ber xwe kişand û hêrişî ser wan kir. [12011 cihani_bilican] Şûrek li tera skura destkêşkirê Bilîcanê da lêda. [12012 cihani_bilican] Hefsarê mahînê ji destê wî derket. [12013 cihani_bilican] Kerrî rikêf kir û hefsarê Bilîcanê ra girt. [12014 cihani_bilican] Û hêrişî ser wanên dî kir. [12015 cihani_bilican] Gava çavên wan bi xwînê ketin, her yek li aliyekê da revîn. [12016 cihani_bilican] Kerrî zengî li Sosikê da û Bilîcan kire êrdeka xwe û ber bi Şargên Lewendan hajot. [12017 cihani_bilican] Ta peyakan hawarî ji dîwana Mîr Elî Siwaranî ra gîhandin, Kerrî xwe gîhande avê û ji çemî derbas bû jî. [12018 cihani_bilican] Kulik derketibû raserî girê Şargên Lewendan û dûrbîn dabû ber çavên xwe û li deştê dinihêrî. [12019 cihani_bilican] Gava ko çavên wî li deştê da bi siwarekî ket, ko hespek jî li dû xwe ra kiriye êrdekê, dûrbîn li ser ranekir. [12020 cihani_bilican] Ta ko baş nasî û dît ko Kerr vaye tê, Bilîcan jî kiriye êrdeka xwe. [12021 cihani_bilican] Mizgînî da hevalan û got: [directspeech cihani_bilican] Kuro Kerr vaye hat û Bilîcan jî îna. [12022 cihani_bilican] Hemû bi mizgîniya Kuliki ra şa bûn û ber bi girê Şargên Lewendan revîn. [12023 cihani_bilican] Ta heval gihîştin serê gir û ji hevdu pirsîn ka li kû ye, Kerrî xwe bi wan ra gîhand jî. [12024 cihani_bilican] Hemû helatin pêşiya Kerrî. [12025 cihani_bilican] Kulik xwar bû erd maç kir û hindek xwalî avîte devê xwe. [12026 cihani_bilican] Kerrî xwe lê pert kir û gotê: [directspeech cihani_bilican] Çi bûye tu erdê maç dikî û xweliyê davêjî devê xwe! [12027 cihani_bilican] Kuliki gotê: [12028 cihani_bilican] Ê, bira sipas ji Xudê ra, ko te çû Bilîcan bêşer û bê kuştin anî. [12029 cihani_bilican] Tu bixwe jî tendurust zivirî. [12030 cihani_bilican] Lê ezê hê erdê maç nekim! [12031 cihani_bilican] Ne herê, birayê te ta ko li vê derê şerekî danenê, naçe. [12032 cihani_bilican] Sibê Emer Axayê bêje, te çû mahîna Bilîcan dizî anî. [12033 cihani_bilican] Bira mercê me û Emer Axayî ew e ko em Bilîcanê jê ra bi şer û lêdan, bi zora darê dar rimê bînin, ne ko bidizin. [12034 cihani_bilican] Bihêle hê gelek maye. [12035 cihani_bilican] Vêca bi van gotinane ra berê xwe li ser hevalan da kir û got: [directspeech cihani_bilican] Yek ji we bila biçe xwe bide serê girê han û nobedariyê bike, ta ko [12036 cihani_bilican] me karê xwe kir. [12037 cihani_bilican] Emê li Qîracê daran şerekî danên paşê.« Neimetê Îsi berî hemûyan got: [directspeech cihani_bilican] Ezê nobedariyê bikim. [12038 cihani_bilican] Vêca bi gotina xwe ra rima xwe û dûrbîna xwe hilda û wekî kûselekî ber [12039 cihani_bilican] bi girê Şargê Lewendan hilkişiya. [12040 cihani_bilican] Kulik li ber Kerrî geriya û gotê: [directspeech cihani_bilican] Bira were wan kevirên li pêşa xwe bavêje! [12041 cihani_bilican] Te Mahîna Bilîcan înaye, êdî kuta bû. [12042 cihani_bilican] Mercê te li cî ye. [12043 cihani_bilican] Ma Emer Axayê zorê li me bike. [12044 cihani_bilican] Were em bar bikin û herin.« [12045 cihani_bilican] Taze qudetiyê li Kerrî dest daye. [12046 cihani_bilican] Qet li ser xwe ra çi kesî mêr nahejmêre. [12047 cihani_bilican] Xwe li Kuliki tûre kir û gotê: [directspeech cihani_bilican] Kulik tu yê bihêlî em bizanibin ka em li ser çine û li ber çine, yan na?! [12048 cihani_bilican] Here alî Hasûxan û Pasûxanî. [12049 cihani_bilican] Kerr tûre tûre dizgîna Sosikê da destê Hasûxan û bixwe jî qeyd li lingê Bilîcanê xist û kilîda qeydê kire berîka xwe û gote Hasûxan û Pasûxanî: [directspeech cihani_bilican] Werin xwe bidin ber Bilîcanê. [12050 cihani_bilican] Mûyek ji leşê wê şaş be, ezê serê we [12051 cihani_bilican] lêdim. [12052 cihani_bilican] Kulik li ser stirînan bû. [12053 cihani_bilican] Dîsan hat û li ber Kerrî geriya: [directspeech cihani_bilican] Bira were ji kerê decalî peya be. [12054 cihani_bilican] Me karê zemawenda wan jî pûr kir, li dû me ra nehatin. [12055 cihani_bilican] Te çûye bêy şer û bêy xwînrêştin Bilîcan înaye, dîsan vaye kes li dû te ra nehat. [12056 cihani_bilican] Were em her niha da bar bikin û li ber çavên wan nist bibin û herin. [12057 cihani_bilican] Tu çima dibî hegerê xwînrêştinê? [12058 cihani_bilican] Tu çi dizanî ka çiyê biqewime? [12059 cihani_bilican] Kerr ji heleqê derket. [12060 cihani_bilican] Tûre bû û xwe li Kuliki hêrs kir û gotê: [directspeech cihani_bilican] Kuro tu çi bieciyî? [12061 cihani_bilican] He li serê serî da dilê te nedixwest, tu bi min ra bihatay. [12062 cihani_bilican] Mercê me û mêrikî ew e ko em Bilîcanê jê ra bi zora darê darrimê bînin. [12063 cihani_bilican] Niha me Bilîcan diziye. [12064 cihani_bilican] Kulik ez mêrê diziyê nîninm. [12065 cihani_bilican] Ta ez li vira şerekî nedanêm, ez li vira naçim. [12066 cihani_bilican] Hindî Kuliki gelegî got, Kerrî hindik bihîst. [12067 cihani_bilican] Neimetê Îs jî xwe daye serê giriki û diro da dûrbîn daye ber çavên xwe û vî alî wî alî dinihêre û Xudê Xudêya wî ye ko hawarî bi wan ra bigihîje. [12068 cihani_bilican] Ewî her li niha da karê revê kiriye. [12069 cihani_bilican] Li dilê xwe da dibêje: [directspeech cihani_bilican] Eger siwar hatin, ez nabêjim van. [12070 cihani_bilican] Dema ko siwar bi vana ra gihîştin, ezê herim xwe li nava qetên daran da veşêrim û guçkên xwe bidim ser hawarî û gaziyan. [12071 cihani_bilican] Hevalên dî hemû li dora Kerrî berev bûne û karê şerî dikin. [12072 cihani_bilican] Şûrên xwe girêdidin. [12073 cihani_bilican] Rim û mertalên xwe diezmînin. [12074 cihani_bilican] Hasûxan jî xwe daye ber Bilîcanê û li dorê ra bûye turik. [12075 cihani_bilican] Geh tûmar dike û geh pê ra şa dibe. [12076 cihani_bilican] Sî dageriya. [12077 cihani_bilican] Lê çi deng û seda ji êla Mîrê Ereban çê nebû. [12078 cihani_bilican] Şev pê ra gihîşt û dîsan jî çi deng û seda ji wan çê nebû. [12079 cihani_bilican] Kes li dû Bilîcanê ra nehat. [12080 cihani_bilican] Evê hindê lap Kerr nerehet dikir. [12081 cihani_bilican] Şevê perda qîrê kişande ser Qîracê daran û Şargên Lewendan jî, dîsan kesek li dû Bilîcanê ra nehat. [12082 cihani_bilican] Bayekî nerm divizandê û mişîn dikete nava bişî û rêlan. [12083 cihani_bilican] Hemûyê guçkên xwe li ser hawariyê da dagirtibûn. [12084 cihani_bilican] Lê çi deng û seda çê nebû. [12085 cihani_bilican] Te digot qay çi tişt li êla Mîrê Erebanî neqewimiye. [12086 cihani_bilican] Kerrî li ber kerban didanên xwe disîrikandin û simbêlê xwe dicût. [12087 cihani_bilican] Kulik jî li dilê xwe da şa dibe ko hawarî li dû wan neketiye û belku sibê xwe bi mala xalanên xwe ra bigehîne û wan bi her tiştî bihesîne. [12088 cihani_bilican] Kulik li nava pêroyan digere. [12089 cihani_bilican] Li Bilîcanê mêze dike. [12090 cihani_bilican] Bilîcan tu dibêjî kareke xezala ye. [12091 cihani_bilican] Navtenga wê zirav û saxiriyên wê tijî û pêsîra wê vekirî û bi xiştênekê ra serê xwe bilind û guçkên xwe mûç dike. [12092 cihani_bilican] Li Sosikê dinihêre. [12093 cihani_bilican] Sosik weke pezeke gêj lê hatiye. [12094 cihani_bilican] Pirça wê wekî pêş da geş nîne. [12095 cihani_bilican] Tûka wê temirî ye. [12096 cihani_bilican] Saxiriyên wê sist û lawaz, zikê wê mezin û skura wê ziravtir bûye. [12097 cihani_bilican] Dêla wê ketiye nava lingan. [12098 cihani_bilican] Gunehê mirovî pê tê. [12099 cihani_bilican] He kê bera xwe bide Sosikê, dê bizanibe, ko Sosik nexweş e. [12100 cihani_bilican] Kulik hate bal Kerrî û gotê: [12101 cihani_bilican] Kero bira ezê tiştekê bêjim, dilê xwe neke ha!« [12102 cihani_bilican] Bêje ka tu yê dîsan çi bêjî! [12103 cihani_bilican] Tu bi ya min dikî, sibê eger şerek qewimî, hema li Bilîcanê siwar bibe! [12104 cihani_bilican] Qet li Sosikê siwar nebe! [12105 cihani_bilican] Sosik nexweşe. [12106 cihani_bilican] Yê te li meydana şerî da şepirze bike. [12107 cihani_bilican] Tu Xudê tu bala xwe bidê lo! [12108 cihani_bilican] Ez dibêjim ta ez şerekî nekim, ez ji vir naçim, tu dibêjî eger şerek hebe. [12109 cihani_bilican] Kuro ezê çawa rabim li hespa dijminê xwe siwar bibim û herim şerê wan. [12110 cihani_bilican] Bila xelk bêjin, tu mêrekî çawayî ko hespeke te tunebû, tu li hespa me siwar bûyî Vêca dê hîngê bêjin, te bi hespê me mêranî kir. [12111 cihani_bilican] Yê bêjin eger Kerr li Bilîcanê siwar neba, bi me nikarî. [12112 cihani_bilican] Çima Sosik çi jê hatiye? [directspeech cihani_bilican] Bira were wan keviran ji pêşa xwe bavêje! [12113 cihani_bilican] Sosik nexweş e. [12114 cihani_bilican] Sosik bi avên golegeniyan maye. [12115 cihani_bilican] Yê te li meydana şerî da şepirze bike. [12116 cihani_bilican] Bilîcan niha ya te ye. [12117 cihani_bilican] Tu niha xudanê wê yî. [12118 cihani_bilican] Xelk jî, kî çi dibêje, bila bêje. [directspeech cihani_bilican] Ez qet çi caran wê kêmasî û serdanivandinê ji dijmini ra nakim û bi hespê dijminî naçim pêşiya wan. [12119 cihani_bilican] De were her li Nijdiyî siwar bibe. [12120 cihani_bilican] Na, ez li hespa te jî siwar nabim. [12121 cihani_bilican] Hindî Kuliki da û neda, Kerr serwext nebû. [12122 cihani_bilican] Her çend ko mêjve bû, şevê pencê xwe kutabû ser tefeşa erdê, lê mirovî digot qay hê jî taze seretaya şevê ye. [12123 cihani_bilican] Te digot qay şev qet ji cî nalive. [12124 cihani_bilican] Qet naxwaze bilive. [12125 cihani_bilican] Şeveke reş û dirêj û gêrt bû. [12126 cihani_bilican] Kulik serî li ser pêroyan nediqetand. [12127 cihani_bilican] Li nava hevalan digeriya. [12128 cihani_bilican] Xew bi çavên kesî nediket. [12129 cihani_bilican] Lê Kerrî hema çawa ko pala xwe da cil û cihuran, hema wisan jî xew ra çû û seg bire avê. [12130 cihani_bilican] Te digot qay li bin konê Werdekê da raza ye. [12131 cihani_bilican] Xurîna xewa wî bû. [12132 cihani_bilican] Kuliki Êxo û Buxdo jî şande bal Neimetê Îsi. [12133 cihani_bilican] Ewan jî xwe dane serê girê Şargên Lewendan û guçkên xwe dane ser deng û sedayan. [12134 cihani_bilican] Lê ji bilî xurexura xewa Kerrî û mişîna daran li ber nermebayê, çi deng û sedayên dî li ber guçkan nediket. [12135 cihani_bilican] Kulik geh diçû bal nobedaran û geh jî dihate bal Hasûxan û Bilîcanê. [12136 cihani_bilican] Geh jî diçû ber serê Kerrî. [12137 cihani_bilican] Lê şev qet ji cî nediliviya. [12138 cihani_bilican] Şevê pencê xwe kutabû ser tefeşa erdê û nediçû. [12139 cihani_bilican] Şevereş û nihêranî û dijxewî tevî hev bibûn û li ser bêhna Kuliki da peya bibûn. [12140 cihani_bilican] Meyterê Bilîcanê bi milekî va xwe bi dîwanxana Mîrê Erebani ra gîhand. [12141 cihani_bilican] Hêvirze kete nava êlê. [12142 cihani_bilican] Hewariya birina Bilîcanê li qasekê da li nava êla Mîrê Ereban da belaw bû. [12143 cihani_bilican] Bû birebra mêran û pehlewann û ber bi mala Mîrî kişiyan. [12144 cihani_bilican] Li demeke kurt da bi hezaran xasmêr û egît li ber derê konê dîwanxanê li hev civiyan. [12145 cihani_bilican] Lê Mîrî dîsan jî ferman da wan û got: [directspeech cihani_bilican] Niha hindekî dereng e, herin karê xwe bikin, emê sibê zû, li berbanga sibê da hê ewan li xewa berbangê da, hêrişê bidin wan û ewan li xewê da dîl bigirin. [12146 cihani_bilican] Qet nihêran nebin, em cîhê wana dizanin. [12147 cihani_bilican] Komel weke xîzê çeman û pelgên daran li nav hevdu da qilqilîn û her kes ber bi mala xwe çû û karê şerê sibêdê kirin. [12148 cihani_bilican] Yên ko şûrên xwe tûj dikirin. [12149 cihani_bilican] Yên ko serê nêze û rim û sûngiyên xwe tûj dikirin. [12150 cihani_bilican] Yên ko mertalên xwe diceribandin. [12151 cihani_bilican] Hemû carê gava ko hewariyek giran li wan biqewimiya, peyayekê xwe dida serê girê nîveka êla Mîrî û zoma zarên Hesê Dûdêyî û hawarî li wan dadixistin. [12152 cihani_bilican] Lê vê carê Mîr nehêla ko hawariyê jî li zarên mala Hesê Dûdêyî daxin. [12153 cihani_bilican] Komel hemû nihêranî wê rewşê bûn. [12154 cihani_bilican] Her gav dema ko pûşikeke Mîrî ji cî bileqiya, Mîr wekî qelînekê li ser sêlê tabetî nedihatê. [12155 cihani_bilican] Lê vê carê hemû zendegirtî mabûn. [12156 cihani_bilican] Karê zemawenda nebiya wî hate şêlandinê, nehîşt kes li dû hawariyê ra here. [12157 cihani_bilican] Mahîna wî ko giştî dar û nedarên wî aliyekî û ew jî aliyekî bû, roj nîvro cerdê hilda û bir, dîsan jî nehêla kes li dû bikeve. [12158 cihani_bilican] Hemû kesên ko di gel Mîrî nasiyar bûn û li ser xû û xideyên wî ketibûn, dizanîn ko divê tişteke giringtir hebe. [12159 cihani_bilican] Mîr jî rawesta ta ko şev baş dageriya. [12160 cihani_bilican] Tarî kete erdê. [12161 cihani_bilican] Vêca çar, pênc ridênsipiyên xwe yên ko pişta xwe bi wan va girê dida, di gel melayê xwe hilda û buxçikek diyarî girêda û tev siwar bûn û ber bi mala Êzdîn begê kurê Hesê Dûdêyî çûn. [12162 cihani_bilican] Zarên Hesê Dûdêyî hemû li mala birayê xwe yê mezin da rûniştibûn ko Mîrî bi koma hevalên xwe va derî li wan vekir û li ber deri rawesta û got: [directspeech cihani_bilican] Êzdîn min vê şevê xwînek kiriye û min xwe avîtiye mala te. [12163 cihani_bilican] Min hûn û Xudê dîtine. [12164 cihani_bilican] Bidin bo xatirê Yezdanê mezin, her çî guneh û kêmasiyên min jî hebin, ji min bibexşînin. [12165 cihani_bilican] Eva hefteyeke cerdeke nenas li me hewiliye û averû jî me ra nehêlan. [12166 cihani_bilican] Mala we nekeve, her çawa be, em hemû kurdin. [12167 cihani_bilican] Her çiya ko ta roja îro li nîveka me û we da qewimî ye, taze derbas bûye. [12168 cihani_bilican] Hemûyan jî ji min bibihorin. [12169 cihani_bilican] Ji we mêrek hatiye kuştinê, ji me sê mêr. [12170 cihani_bilican] Qeziyayek bû, qewimî û çû. [12171 cihani_bilican] Ev çendik û çend sal li ser ra derbas bûne. [12172 cihani_bilican] Hûn bixwe jî dizanin ko min her hay bi wê qewimînê nebû. [12173 cihani_bilican] Niha ko dilê we ji me ma ye. [12174 cihani_bilican] Dujmin û neyarên me wecê ji vê dilmayînê verdigirin û rojê derbekê li me didin. [12175 cihani_bilican] Wê rojê hatine karê zemawenda Kulîlkê şêlandine. [12176 cihani_bilican] Me got, çi nake, sene hatine ji xwe ra kûtek revandine. [12177 cihani_bilican] Îro jî hatine li ser bîrê, li nava çend hezar malan da, Bilîcan ji meyteran standine û birine. [12178 cihani_bilican] Rojê lekeyekê li me didin. [12179 cihani_bilican] Min hûn dîtine û Xudê. [12180 cihani_bilican] Îro roja xîretê ye. [12181 cihani_bilican] We bizanibin ko min îşev xwînek kiriye û min xwe avîtiye mala we. [12182 cihani_bilican] Sibê siwarên min dê li dû cerdê bikevin. [12183 cihani_bilican] Ez daxwazê ji we dikim ko hûn her heft bira jî sibê bi me ra siwar bin û em li dû cerdê bikevin. [12184 cihani_bilican] He navê we li ser siwarên me bikeve, besî me ye. [12185 cihani_bilican] Siwarên me dê bi navê we serbilind û biwêr bin. [12186 cihani_bilican] Êzdîn Beg yek bi bejna xwe va ji ber Mîr û hevalan va rabû. [12187 cihani_bilican] Hemûyan dest li stuyên hev ra birin. [12188 cihani_bilican] Êzdîn Begî cî nîşanî mêvanan da û bixwe jî li biniya konî li ser darê edebê rûnişt. [12189 cihani_bilican] Paşî xweşbêjî û pirs û pirsiyaran Êzdîn Begî rabû ser piyan û gote Mîrî: [directspeech cihani_bilican] Hûn rûnên ta ko em hatin. [12190 cihani_bilican] Vêca çav kire birayan. [12191 cihani_bilican] Birayên wî hemû ji cî rabûn û ber bi aliyê malê çûn. [12192 cihani_bilican] Êzdîn Begî bi koma birayan va li aliyê malê şêvir danîn. [12193 cihani_bilican] Ro kirin û pîvan. [12194 cihani_bilican] Mîr bi ridênsipî û melayê xwe va xwe avîtiye mala wan. [12195 cihani_bilican] Ev debeke mêjîna kurdî ye. [12196 cihani_bilican] Bavkuştiyê mirovî jî eger şev xwe bavêje mala mirovî, divê ko mirov jê derbas bibe. [12197 cihani_bilican] Ewan bixwe jî dizanîn, her rastî jî Mîrî agah bi kuştina Silêmanî nibû. [12198 cihani_bilican] Qeziyayek bû û qewimîbû. [12199 cihani_bilican] Birayên Êzdînî hemûyê gotin: [directspeech cihani_bilican] Şîret û bisparteya bavoye, ko em li himber hêrişên dijmin i da li hawariya Mîrî da herin.« Paşî got û bêjê, hemûyan ya xwe kirin yek û biriyar dan ko sibê tevî siwarên wan bibin û li dû cerda nenas bikevin. [12200 cihani_bilican] Her heft bira li aliyê malê hatin bal Mîr û hevalên wî. [12201 cihani_bilican] Melayê Mîrî buxçika xelatan rakir û li ber Êzdînî danî. [12202 cihani_bilican] Mîr jî ji cî rabû, kurkê xwe yê mîrîtiyê ji milê xwe şiqitand û avîte milê Êzdînî. [12203 cihani_bilican] Eva mezintirîn xelat bû ko ta wê rojê li nava hozgelên kurdî da hatibû dayînê. [12204 cihani_bilican] Bi vî cureyî Mîr û zarên Hesê Dûdêyî li hev hatin. [12205 cihani_bilican] Mîr li şev da zivirî mala xwe û her heft kurên Hesê Dûdêyî jî ketin karê şerî û xwe ji cenga sibê ra amade kirin. [12206 cihani_bilican] Hê taze berê sibêdê gewr dibû, ko siwarên Mîrî li ber derê dîwanxanê berev bûn. [12207 cihani_bilican] Siwaran rêz girtin. [12208 cihani_bilican] Mîr li pêşiya wan rawesta û got: [directspeech cihani_bilican] Gelî siwarno! [12209 cihani_bilican] Li cenga îro da mafê we çi kesî tuneye ko hûn dakevin herafê meydanê. [12210 cihani_bilican] Dijminê me yê vê carê pehlewanekî qerah e. [12211 cihani_bilican] Emê şerê wî bi hîviya pehlewann va bihêlin. [12212 cihani_bilican] Lawên Hesê Dûdêyî dê her nihe xwe bi me ra bigehînin. [12213 cihani_bilican] Pêş da geredê bidin pehlewann, paşê ezê fermanê bideme we ka hûnê çi bikin.« [12214 cihani_bilican] Li dû vê kurt axiftina Mîrî ra, begzadan girmandin duhola hawarê û siwar ber bi çemî kişiyan û li rex çemî ketin gewelanê. [12215 cihani_bilican] Lê Mîr bi ridênsipiyan va zivirî dîwanxanê û hîviya pehlewann ma. [12216 cihani_bilican] Bi dengê duhola hawarê ra, her heft kurên Hesê Dûdêyî jî xwe li cil û bergên pehlewantiyê da tev pêçan û xwe bi êla Mîrê Erebanî ra gîhandin. [12217 cihani_bilican] Bi hatina lawên Hesê Dûdêyî ra, Mîr ferman da çend ga û hêştir li ber piyên wan serjêkirin. [12218 cihani_bilican] Zarên Hesê Dûdêyî li nîveka ser û cendekên ajelên qurbanî ra derbas bûn û çûne dîwanxanê. [12219 cihani_bilican] Hindî ko raza kuştina Silêmanî ji devê Kakilê şivanî ra derketiye, ev cara yekê ye, ko zarên Hesê Dûdêyî derê dîwanxana Mîrî ra diçin hundur. [12220 cihani_bilican] Mîr bi ridênsipiyên xwe va li ber pehlewann va rabûn. [12221 cihani_bilican] Pehlewann qaweyek vexwarin û ji dîwanxanê derketin û li bozên xalxalî siwar bûn û ber bi çemî bezandin. [12222 cihani_bilican] Hê berê sibêdê gewr nebibû ko Kerrî kêlekên xwe guhest. [12223 cihani_bilican] Çavên xwe vekir. [12224 cihani_bilican] Dîna xwe dayê Kulik hê jî neraza ye û li girê nobedaran tê nava pêroyan û ji nava pêroyan diçe bal nobedaran. [12225 cihani_bilican] Li dilê xwe da bi Kuliki keniya û got; pir tirsenok e lo! [12226 cihani_bilican] Gava ko Kuliki dît, Kerr vaye ji xew rabûye, hate ber serê wî û gotê: [directspeech cihani_bilican] Ezê bi cilkên guhestî va herim serekî li nava Êlê bigerim û bizanim [12227 cihani_bilican] kanê çi heye û çi tuneye û zû bizivirim. [12228 cihani_bilican] Kerrî bawişk veda û gotê : [directspeech cihani_bilican] Here ji te ra oxir be! [12229 cihani_bilican] Kuliki cilkên xwe guhest. [12230 cihani_bilican] Destek cilkên nîvtaş li xwe kir. [12231 cihani_bilican] Şûr û xencera xwe li bin da girêda. [12232 cihani_bilican] Li Nijdiyî siwar bû û ji Qîracê daran ber bi êla Mîr Elî Siwaranî hajot. [12233 cihani_bilican] Kuliki dixwast, xwe bi mala xalên xwe ra bigehîne û ewan bi vê qewimînê bihesîne. [12234 cihani_bilican] Ewî dizanî eger xalên wan pê bihesin û neyên şerê wan, talaşa wan bi êla Mîr Elî Siwaranî tuneye. [12235 cihani_bilican] Bi van hizran ji hevalan qetiya. [12236 cihani_bilican] Qîracê daran li pişt xwe ra hîşt û her di meydanekê da xwe bi lêvara çemî ra gîhand. [12237 cihani_bilican] Nijdî zengî kir û xwe li çemî da û derbasî wî alî çemî bû. [12238 cihani_bilican] Girikek li pêşberî wî bû. [12239 cihani_bilican] Hajote serê girikî. [12240 cihani_bilican] Dîna xwe dayê êleke pir giran li deşta pişta girikî da daniya. [12241 cihani_bilican] Ser û binê êlê bi hev va nayê xûyanê. [12242 cihani_bilican] Li bintara êlê deste deste siwar, bînanî kulî û mêhrûyan ber bi lêvara çemî dikişin. [12243 cihani_bilican] Hejmara xîzên çeman û xezelên payîzê û stêrên esmanan heye, lê hejmara siwaran tune ye. [12244 cihani_bilican] Tavê li siwaran dida û nêze, gurz, rim, mertal, kulavqot, bergustuwan û zirêxên wan li ber tirîşka tava sibêdê diçilvilî û rewneq û tirîşkên wan dikete nava çavên Kuliki. [12245 cihani_bilican] Kuliki zanî ko ev leşkerê Mîrê Ereban e. [12246 cihani_bilican] Li dû Bilîcanê diçin. [12247 cihani_bilican] Zû zengî li Nijdiyî da û li pişt girikî da fitilî. [12248 cihani_bilican] Li bintara giriki da kete şewlekê û ber bi perê konan hajot. [12249 cihani_bilican] Dixwest ko li nava zomê derkeve, lap li perê zomê dengê meşkkêyan bera wî li ser xwe da rakêşa. [12250 cihani_bilican] Meşkkêyan bi stiran meşk dikiyan: [12251 cihani_bilican] Meşkê dikim sêpîkan Ha li ser rêka çerçîkan [12252 cihani_bilican] Kilkê didim qeysîkan [12253 cihani_bilican] Seb xatirê xasîkan [12254 cihani_bilican] Hil hil meşkê, kil meşkê... [12255 cihani_bilican] Meşkê dikêm bo siwaran [12256 cihani_bilican] Siwarên gazî û hawaran [12257 cihani_bilican] Ser sêpîk û sêdaran [12258 cihani_bilican] Nivîşki didime wan yaran [12259 cihani_bilican] Jahre didime neyaran [12260 cihani_bilican] Hil meşkê, kil meşkê... [12261 cihani_bilican] Kil kil meşkê, kilmeşkê... [12262 cihani_bilican] Hê Kulik daneketibû ber lêvara çemî ko bi fermana Kerrî ra Elik û Loko xwe dane girê Şargên Lewendan û li duhola hawarê û miqamê meyterxanê dan. [12263 cihani_bilican] Bi dengê duhola meyterxanê ra, Kerrî xwe li cil û bergên şerî da pêça. [12264 cihani_bilican] Li Sosikê siwar bû. [12265 cihani_bilican] Ferman da, ko Hasûxan û Pasûxan, Loko û Elik, Buxdo û Êxo jî siwar bibin. [12266 cihani_bilican] Evdurehmanê Terikî jî dane ber Bilîcanê û dîtir pêroyan û tev bi miqamê meyterxanê daketin lêvara çemî. [12267 cihani_bilican] Hê bi lêvara çemî ra negiheştibûn ko dîna xwe danê, waye siwar û peya bînanî kuhlî û mêhrûyan li çemê derbas dibin û ber bi wan tên. [12268 cihani_bilican] Kerrî gote hevalan: [directspeech cihani_bilican] Hûn li vira rawestin! [12269 cihani_bilican] Ji ciyê xwe nelivin. [12270 cihani_bilican] Loko û Elik jî bila hema wisan li miqamê meyterxanê bidin. [12271 cihani_bilican] Îcar tenê weke gurgekî tekane hêrîş bire ser leşkerên Mîrî. [12272 cihani_bilican] Leşker weke keriyek pezê bê û şivan li ber Kerrî tîştişî û tar û mar dibû. [12273 cihani_bilican] Kerrî li rastî ra lê dida û li çepî ra derdiket. [12274 cihani_bilican] Şûr bû, ko li hewa badibû û serî bûn ko li ber şûri difirîn û leş bûn, ko ji xanên zînan da jor da dihatin û li ser pêlên avê diketin. [12275 cihani_bilican] Şîhîna hespan û norîna mêran û zarezara birîndaran bû. [12276 cihani_bilican] Hê nîvê siwaran ji çemî derbas nebibûn, ko Kerrî ew nîvê derbas bûyî jî, yê ko kuşt û yên ko ji tirsa ruhê xwe dîsan xwe li çemî dan û derbasî wî alî bûn. [12277 cihani_bilican] Rûyê çemî li ber kerleşên mirov û hespan, li ber mertal û kulavqot û çek û rextên bêxudan hate vepoşandinê. [12278 cihani_bilican] Kerr her çi siwarên ko li vî alî çemî jî mabûn, weke garaneke bêgavan da pêşiya xwe û top kir û li avê derbas kir. [12279 cihani_bilican] Li vê demê da heft siwarên tev girêdayî, hespên wan û cil û bergên wan hemû li rengekî da, xwe bi siwarên şepirze ra gîhandin. [12280 cihani_bilican] Bi gehîştina van heft siwaran ra şîrqîn kete leşkêrê Mîrî û hemûyê bi hev ra dane gazî û hawarê şadiyê û navê zarên Hesê Dûdêyî anîn: [directspeech cihani_bilican] Bijîn her heft pehlewan! [12281 cihani_bilican] Bijîn zarên Hesê Dûdêyî! [12282 cihani_bilican] Bijîn şêr û pilingên çeng bixwîn! [12283 cihani_bilican] Dengê siwar û peyayan li ser dengê duhola hawarê ket. [12284 cihani_bilican] Bi hatina siwaran ra dîsan leşkerê Mîrî xwe li avê dan. [12285 cihani_bilican] Heft siwar bi hev ra li avê derbas bûn û leşkerê giran jî dane dû wan. [12286 cihani_bilican] Siwar hemû bi aramî ji çemî derbas bûn. [12287 cihani_bilican] Mîrî ferman da siwaran, ko hemû rêz rawestin. [12288 cihani_bilican] Kerr bi bihîstina navê zarên Hesê Dûdêyî ra li pêşiya her şeş siwarên xwe rawesta û hêviyê ma, ka xalên wî dê çi dikin. [12289 cihani_bilican] Bi fermana Mîrî ra bi heft destan li duhola şerî dan. [12290 cihani_bilican] Vî alî jî Elik û Loko digurmînin duholê. [12291 cihani_bilican] Dengên herdu aliyan tevî hev dibin û li ser hemû dengan dikevin û li hev siwar dibin û dikevin çil û çiyan. [12292 cihani_bilican] Vî alî heft siwar û aliyê dî deriyayeke pir pêle siwaran. [12293 cihani_bilican] Kerrî Sosik anî gewelanê û li ber siwarên Mîrî ra bezand û mêrê meydanê xwest. [12294 cihani_bilican] Li nava deriyaya siwaran da, Êzdînê kurê Hesê Dûdêyî yê mezin, zengî li hespê xwe da û bi erebî li ser Kerrî da noriya û lê helat û gotê: [directspeech cihani_bilican] Kuro lawo te êla Eliyê Siwaranî bê xudan dîtiye? [12295 cihani_bilican] Tu hînî bêriya bêxudan bûyî, tu rojê têy kûtekî direvînî. [12296 cihani_bilican] Kerrî bersiva wî neda û Sosik li ser wî da hajot. [12297 cihani_bilican] Êzdînî rimek dirêjî Kerrî kir. [12298 cihani_bilican] Kerrî bi mertalê xwe rima wî paş da zivirand û bixwe jî rim dirêjî Êzdînî kir. [12299 cihani_bilican] Bû şingeşinga rim û mertalan. [12300 cihani_bilican] Herdu pehlewann rikêfî ser hevdu kirin. [12301 cihani_bilican] Bi fermana Mîrî ra siwar hemû rêz rawestane û li şerê herdu pehlewann dinêrin. [12302 cihani_bilican] Dengê qîrçîn û şingîna rim û mertalan li ser dengê duhol û zurnayê dikeve. [12303 cihani_bilican] Demeke xurt xal û xarziyan hevdu birin û anîn. [12304 cihani_bilican] Fîrefîra hespên wan. [12305 cihani_bilican] Piştî demeke xurt Kerrî fesal ji Êzdînî stand û kimê rima xwe li kimê rima wî da asê kir û Sosik paşopê zengî kir. [12306 cihani_bilican] Sosikê Êzdîn li ser pişta hespî li dû xwe ra kaş kir. [12307 cihani_bilican] Binê rimê li destê Êzdînî asê bû û çerm û goştê kefa destê wî tev şiqitand, li nava destî derket û kete erdê. [12308 cihani_bilican] Kerrî derfend nedayê û bi rima ragirtî rikêfî ser kir û rima ragirtî dirêjî sîngê wî kir. [12309 cihani_bilican] Êzdînî xwe li ber rima Kerrî da aliyekî û serê hespê xwe zivirand û xwest gewelanekê lêde û şûrê xwe ji ber xwe bikişîne. [12310 cihani_bilican] Lê Kerrî zengî li Sosikê da û da ser Êzdînî. [12311 cihani_bilican] Êzdîn kete pêşiyê û Kerrî serî da ser. [12312 cihani_bilican] Êzdîn kete terqa meydanê û Kerrî jî bi rima ragirtî kete dû wî. [12313 cihani_bilican] Sosikê li dû ra xwe bi hespê Êzdînî ra gîhand û Kerrî li para va çar rim li dû hev li navmila wî hejmart û rima pêncê li sîngê wî ra havît û Êzdîn li xana zînî jor da kete erdê. [12314 cihani_bilican] Bû fîrefîra Sosikê û li ser hevalan da vegeriya. [12315 cihani_bilican] Qîjîn bi leşkerê Mîrî ket. [12316 cihani_bilican] Leşker bînanî deriyayeke pir pêl li ser hevdu ra hurmicî. [12317 cihani_bilican] Lê Mîrî destûra çi kesî neda. [12318 cihani_bilican] Tenê sê, çar siwar ji nava leşkeri derketin û hatin, termê Êzdînî yê nîvegiyan li nav hev ra kirin û li herafê meydanê hilanîn û birin paşiy meydanê. [12319 cihani_bilican] Li dû Êzdînî ra xalê duwem, Çekdîn bi gef û gur hêriş anî ser Kerrî. [12320 cihani_bilican] Kerrî dest avîtê, şûrê misrî ji kalanî kişand û rikêfî ser Çekdînî kir. [12321 cihani_bilican] Bû şîrqînên şûran û ringînên mertalan. [12322 cihani_bilican] Xal û xwarziyî hevdu dane ber şûran. [12323 cihani_bilican] Li ser pişta hespan li dor hevdu ra bûne turik û şûrên xwe dirêjî skura hevdu kirin. [12324 cihani_bilican] Lê li her hêrişê da mertal bûn, ko dihatin pêşiya şûran. [12325 cihani_bilican] Kerr û Çekdînî gelekî li ber hevdu dan. [12326 cihani_bilican] Çekdîn bi dilekî birîn şûr diweşand. [12327 cihani_bilican] Birayê wî yê mezin li ber çavên wî hatibû kuştinê. [12328 cihani_bilican] Xwîn ji şûrê Çekdînî dibarî. [12329 cihani_bilican] Şûrê wî her li dora skur Kerrî ra dihat û diçû. [12330 cihani_bilican] Lê Kerr pehlewanekî kirarî bû. [12331 cihani_bilican] Zor li ser hemdê xwe mertalê xwe dida ber şûrê Çekdînî û li dû fesalekê bû, ta ko kimê şûrê wî li skura Çekdînî ket û xwîna Çekdînî wekî fîzikanekê fîzikande hewa û li hewa reqisî û li ser leşê wî û pêsîra hespê wî da jor da hat. [12332 cihani_bilican] Kerrî derfend ji dest neda û şûrekî dî jî weşande skur Çekdînî û serê wî li ser leşî leq kir. [12333 cihani_bilican] Hespê Çekdîn xwe firikand û Çekdîn ji xana zîni jor da hat. [12334 cihani_bilican] Bi ketina leşê Çekdînî ra, bû şîhîna hespê wî û cotkî şeh rabû û li meydanê derket. [12335 cihani_bilican] Bi ketina leşê Çekdînî ra dîsan qîjîn bi leşkeri ket. [12336 cihani_bilican] Kerr zivirî nava hevalan û xwe qişt kir û dîsan hate herafê meydanê. [12337 cihani_bilican] Vê carê cotek pehlewan bi hev ra li nava leşkêrê Mîrî derketin û rikêfî ser Kerrî kirin. [12338 cihani_bilican] Hev ra şûr hanîne serê Kerrî. [12339 cihani_bilican] Kerr kete nîveka cotek gurgên devbixwînî. [12340 cihani_bilican] Cotek şêrên dilbirîndar û cotek pilingên çeng bi xwîn.Tajdîn û Lezgîn bi dilên pir şewat şûr diweşandin. [12341 cihani_bilican] Cotek birayên wan li ber çavên wan hatibûn kuştinê. [12342 cihani_bilican] Kerr her tenê dikarî li ber xwe bide û bergiriyê ji şûrên wan bike. [12343 cihani_bilican] Bi destekî mertalê xwe dida ber şûrên wan û bi destê dî jî şûr li şûrê wan dida û bi vî curî hêrişa wan li ser xwe dizivirand. [12344 cihani_bilican] Êdî karê Kerrî bû bergirî. [12345 cihani_bilican] Her sê pehlewan li xwînê û xûyê da mewicîn. [12346 cihani_bilican] Tav hatiye qamê nîvro. [12347 cihani_bilican] Tav li ser serê wan ra rawesta ye. [12348 cihani_bilican] Tava beriyê ya danê nîvro keviran diavîne. [12349 cihani_bilican] Asinan dibihojîne. [12350 cihani_bilican] Hewa wekî dojeheke dax sincirî ye. [12351 cihani_bilican] Zirêx û kulavqotê Kerrî bînanî sêlên sincirî bi ser û leşê wî va dizeliqin. [12352 cihani_bilican] Zimanê wî li ber tîhna li devî da reş bûye. [12353 cihani_bilican] Tûk li devî da meyî ye. [12354 cihani_bilican] Lê li tirsa giyanê xwe da, ji berxwedan û bergirî û şerî pêve çi tiştên dî li ber çavan ra nayê. [12355 cihani_bilican] Herdu birayên dilşewitî lê hatin hev. [12356 cihani_bilican] Hindik mabû, ko şûrê Lezgînî zirêxê pêsîra Kerrî biqelişîne ko şûrê Kerrî zenda Lezgînî firand. [12357 cihani_bilican] Lezgîn bi destê çepê bi zenda xwe ya rastê ra girt û xwest ko paşekişê bike, ko Kerrî bi şûrekî ew jî ji xana zînî da jor da anî û li ser Tajdinî da zivirî. [12358 cihani_bilican] Tajdinî rikêfî ser wî dikir, ko Kerrî şûr dirêjî qafê wî jî kir û ew jî ji xana zîni da jor da anî. [12359 cihani_bilican] Hêvirze kete nava leşkerê Mîrî. [12360 cihani_bilican] Deriyaya siwaran ji cî leqiyan. [12361 cihani_bilican] Çend siwar hatin û herdu leşên ketî jî li nîveka meydanê hilanîn. [12362 cihani_bilican] Vê carê sê pehlewan bi hev ra ji dilê leşkerî derketin û hêriş anîn ser Kerrî. [12363 cihani_bilican] Şemdîn û Şervan û Şerzan bînanî gurgên devbixwîn û dilbirîn rikêfî ser Kerrî kirin. [12364 cihani_bilican] Her sêyan bi hev ra li sê aliyan da rimên xwe dirêjî Kerrî kirin. [12365 cihani_bilican] Lê Kerr tu dibêjî qay taze daketiye meydanê, li ser hemdê xwe bi destekî şûr diweşîne û bi destê dî mertalê xwe dide ber kimê riman û riman ji ser xwe paş da dide. [12366 cihani_bilican] Helkehelka wane. [12367 cihani_bilican] Gelekî bi hev da ketin. [12368 cihani_bilican] Xalan dîna xwe danê ne herê, ev ne ew pehlewan e, ko bi zora şûr û riman pê bikaribin. [12369 cihani_bilican] Şemdîni çav li herdu birayan kir û li ber lêva xwe da gote herdu birayan: [12370 cihani_bilican] Bidin dû min! [12371 cihani_bilican] Her sê siwar li naverasta meydanê derketin û li ber Kerrî helatin. [12372 cihani_bilican] Kerrî da ser wan. [12373 cihani_bilican] Ha li vir na, li dera han. [12374 cihani_bilican] Ta ko her sê birayan berê hespên xwe dane hezeka qurereşkê. [12375 cihani_bilican] Kerrî jî hema wisan daye dû wan. [12376 cihani_bilican] Hespên wan tazebêhn bûn. [12377 cihani_bilican] Her sê hespên her sê birayan wekî sê kêrûşkên payîzî li ser hezekê ra banz dan. [12378 cihani_bilican] Lê Sosik li sibêdê da, li meydana şerî da ye. [12379 cihani_bilican] Sosik giheşte rex hezekê û xwest ko li ser hezekê ra banz bide, lê hezek kuta nekir û herdu destên wê ji hezekê derbas bûn û herdu lingên wê di hezeka qurereşkê da çik bûn. [12380 cihani_bilican] Her sê bira lê zivirîn û zergên xezebê ji ber gîzmên xwe kişandin û her yekê heft zerg li navmil û li herdu kêlekên Kerrîjimartin. [12381 cihani_bilican] Cîhan li pêş çavên Kerrî reş û tarî bû. [12382 cihani_bilican] Kerr li ser pişta Sosikê li bin derbên zergan da li nav qurereşkê da cûm bû. [12383 cihani_bilican] Bi dengekî şewat li wan qûtand: [12384 cihani_bilican] We ez kuştim, lê hûnê çi bersiva Kulik û Werdekê bidin? [12385 cihani_bilican] Gava ko lawên Hesê Dûdêyî navê Kulik û Werdekê bihîstin, jê pirsîn: [12386 cihani_bilican] Ma tu kî yî? [12387 cihani_bilican] Bû nalenala Kerrî û taze xwe bi xalên xwe da nasandinê. [12388 cihani_bilican] Xalan li nav serên xwe dan û bû lûvelûva wan û gotin: [12389 cihani_bilican] Way lê mala me kavil bûyî! [12390 cihani_bilican] Way lê Xudê mala Mîrî çol û hol kirî! [12391 cihani_bilican] Lê Mîrî digot cerda Ereba ye. [12392 cihani_bilican] Kuro lê te çima xwe bi me neda nasandinê. [12393 cihani_bilican] Li ser termê Kerrî bû şîn û girîn. [12394 cihani_bilican] Xalan bi kopan li nava serên xwe da lê didan. [12395 cihani_bilican] Hersêkan alî hevdu kirin. [12396 cihani_bilican] Termê Kerrî yê nîvegiyan li nava qurereşkê deranîn. [12397 cihani_bilican] Li nav hev ra kirin û birin danîn ber siya darekê. [12398 cihani_bilican] Şureşura xwînê ye ji navmil û ji herdu kêlekên Kerrî dikişe. [12399 cihani_bilican] Xalan birînên wî paqiş kirin û bi şal û şeirên xwe birînên wî girêdan û bi pûş û pelaşan jê ra berpalek çêkirin. [12400 cihani_bilican] Di wê gavê da dîwane Cindî li wan derket û pirsî , kanê zarên Hesê Dûdêyî? [12401 cihani_bilican] Şemdîn^ pirsî: [directspeech cihani_bilican] Te bo çî yî? [12402 cihani_bilican] Em zarên Hesê Dûdêyî`ne. [12403 cihani_bilican] Yezdan mala me kavil bike. [12404 cihani_bilican] Dîwane destê xwe li qerpalên xwe gerand û nama niviştkî li berîka xwe derxist û got: [directspeech cihani_bilican] Ev nama, xûşka we Werdekê ji we ra şandî ye. [12405 cihani_bilican] Ka keşkula min jî bidin min. [12406 cihani_bilican] Li min derenge, ezê herim. [12407 cihani_bilican] Rêka min dûre. [12408 cihani_bilican] Şemdînî name ji destê wî stand û pêça namê vekir û name xwend. [12409 cihani_bilican] Gava ko bi naveroka namê hesiya, agir bi serê wî ket û ji dîwane pirsî: [12410 cihani_bilican] Dîwane be tu bo hind dereng hatî? [12411 cihani_bilican] Xudê ez ji xwe ra li nava êlan li keşkûlê digeriyam. [12412 cihani_bilican] Lema hindekî derengî ketim. [12413 cihani_bilican] Şemdîni şûrê xwe li ber xwe kişand û yek li tera skura wî da lêda û gotê: »Hanê ev jî keşkula te. [12414 cihani_bilican] Çavên te ji keşkûlê têr nabe! [12415 cihani_bilican] Çima tu rojekê zû [12416 cihani_bilican] bihatana, dê çi biba, malçolê malçol!? [12417 cihani_bilican] Serê Dîwane wekî zivirokekê li erdê zivirî û leşê wî kete nava pûş û pelaşan. [12418 cihani_bilican] Gava ko Kuliki dengê meşkkêyan bihîst, Dengê meşkkêyan lê kar kir. [12419 cihani_bilican] Biçûktiya wî hate bîrê. [12420 cihani_bilican] Seha tîhnîtiyê kir û dilê wî tasek çeqilmasta mihiyan xwest. [12421 cihani_bilican] Serê Nijdiyî ber bi meşkkeyan zivirand. [12422 cihani_bilican] Dîna xwe dayê meşkeke gamêşî li dar e. [12423 cihani_bilican] Du kiçikan bi lolebên meşkê ra girtine û meşkê didin ber hingan û pê ra jî stiranan dibêjin. [12424 cihani_bilican] Kiçeke qert jî waye li ser wan ra digere. [12425 cihani_bilican] Gava ko çavên kiçikê bi siwarekî ket, ko ber bi wan dajo, hate ber derê konî. [12426 cihani_bilican] Kuliki gote wan: [12427 cihani_bilican] Mandî nebin! [12428 cihani_bilican] Kiçikê bersiva wî da: [12429 cihani_bilican] Zor sipas! [12430 cihani_bilican] Xûşkê bibexşîne, ez rêvîngî me. [12431 cihani_bilican] Ca ji xêra xwe eger hebe, taseke dew yan çeqilmast bide min. [12432 cihani_bilican] Kiçkê bersiv da: [directspeech cihani_bilican] Ser çavan! [12433 cihani_bilican] Vêca li dû gotina xwe ra çû rexê kulînê û ji siwarî ra tasek çeqilmast çê kir û da ser destên xwe û ji siwarî ra anî. [12434 cihani_bilican] Tas li ser destê xwe girt û raberî siwari kir. [12435 cihani_bilican] Her di wê gavê da çavên wê û siwari li hevdu asê bûn. [12436 cihani_bilican] Bi asêbûna çavan ra, dilê kiçikê lerizî û serê wê kete ber da. [12437 cihani_bilican] Li dilê xwe da got; Xudêyo min ev zilama li kêderê dîtiye? [12438 cihani_bilican] Lê hindî da nav hişê xwe, nekete bîrê, kanê ev zilama li kêderê dîtiye. [12439 cihani_bilican] Hindî li nav hişê xwe da çû, çi tişt nekete bîrê. [12440 cihani_bilican] Lê çav çavên nasiyar bûn. [12441 cihani_bilican] Te digot qay kiçkê bi salan di gel xudanê wan çavana derbas kiriye. [12442 cihani_bilican] Di gel xudanê wan çavan gotiye û keniyaye. [12443 cihani_bilican] Di gel xudanê wan çavan ketiye kêf û henek û laqirdiyan. [12444 cihani_bilican] Lê hindî hizirî, navê xudanê wan çavan nehate bîrê. [12445 cihani_bilican] Kulik tasa çeqilmastê hilçinî serê xwe. [12446 cihani_bilican] Tasa vala zivirand û da destê kiçkê. [12447 cihani_bilican] Vê carê dîsan çar çav lev asê bûn. [12448 cihani_bilican] Kiçkê tasa vala jê stand. [12449 cihani_bilican] Kuliki pê pişta destê xwe simbêlê xwe paqij kir. [12450 cihani_bilican] Kiçkê avirekî tûj dayê. [12451 cihani_bilican] Kuliki avirên xwe ji avirên kiçkê dizî û pirsî: Xûşkê pirsiyar bê xewşe. [12452 cihani_bilican] Mêrên êla we ko da çûne, ko çi mêrek li nava êla we da li ber çavan nakeve? [12453 cihani_bilican] Kiçkê bersiv da: [12454 cihani_bilican] Ma te nedîtin? [12455 cihani_bilican] Mêrên êla me hemû siwar bûn û li peyê cerdê ketin. [12456 cihani_bilican] Bi vê bersivê ra Kuliki Kulîlk nas kir û weha bersiva wê da: [directspeech cihani_bilican] Aha, min got qay siwarên zemawendêne. [12457 cihani_bilican] Kuliki ev bersiva tiştekê bi tirane va da. [12458 cihani_bilican] Kiçikê lê zivirand: Na zemawend li paş ket. [12459 cihani_bilican] Vêca bi gotina xwe ra jî girnijî. [12460 cihani_bilican] Kulik jî pê ra girnijî. [12461 cihani_bilican] Dîsan birûska çar çavan li du dilan geriya. [12462 cihani_bilican] Kiçkê [12463 cihani_bilican] serê xwe kire ber xwe û bi şerm ji Kuliki pirsî: [directspeech cihani_bilican] Siwaro tu û Xudê û hebînan, ez tiştekê ji te bipirsim, tu yê ya rast ji min ra bêjî? [12464 cihani_bilican] Bêje ka pirsa te çî ye? [12465 cihani_bilican] Pirsiyasr bêxewşe. [12466 cihani_bilican] Tu kî yî û tu yê kû da herî? [12467 cihani_bilican] Ez rêvîng im. [12468 cihani_bilican] Ma pêdiviye, ko tu bizanibî, ez kî me? [12469 cihani_bilican] Ê, dibe ko pêdivî be jî. [12470 cihani_bilican] Herdu jî keniyan. [12471 cihani_bilican] Kiçkê destê xwe da cênîka xwe û li nav hişê xwe da çû û pirsî: [directspeech cihani_bilican] Tu û Xudê, çavên te wekî çavên Kulik in. [12472 cihani_bilican] Tu Kulikê Werdekê nînî? [12473 cihani_bilican] Kuliki xwe lê tûre kir û gotê: [directspeech cihani_bilican] Kulik kî ye? [12474 cihani_bilican] Karê Kuliki tune ye, were xwe bide ber meşkê û bi te ra bikeve yarî û axiftinan. [12475 cihani_bilican] Kiçkê êdî lap Kuliki nasî û bi dizgîna Nijdiyî ra girt û got: [12476 cihani_bilican] Kulik! [12477 cihani_bilican] Xudê kem ta tu peya nebî, ez serê hespê te bernadim. [12478 cihani_bilican] Hindî Kuliki da û neda, nekarî xwe ji nav destên Kulîlkê derîne. [12479 cihani_bilican] Li çav [12480 cihani_bilican] girtinekê da gûna zarotiya wan hate bîrê. [12481 cihani_bilican] Ew demanê ko bi Kulîlkê ra malkomalko dilîstin. [12482 cihani_bilican] Kulîlk dikre bûk û li pişta perda bûk û zavatiyê da ji xwe ra peya dikir û tev diketin kêf û henek û laqirdiyan, weke perdeyekê li ber çavên Kuliki ra derbas bû. [12483 cihani_bilican] Li wê bîreweriyê da dilê wî sist bû û li hespê peya bû. [12484 cihani_bilican] Kulîlkê dizgîna Nijdiyî da destê kenizekê û gotê: [directspeech cihani_bilican] Hanê hespê mêvanê me a, bibe li pişt konî da tewl bide! [12485 cihani_bilican] Bixwe jî milê xwe li milê Kuliki da û tev ketin hundurê xîvetekê. [12486 cihani_bilican] Dîsan piştî çendik û çend salan, gûna zarotiya wan, li hundurê xîvetê da ser ji nû dupate bû. [12487 cihani_bilican] Kulik hînga bi xwe hesiya, ko tav hatiye raserî serê wî. [12488 cihani_bilican] Bi zorê xwe ji nav destên Kulîlkê deranî. [12489 cihani_bilican] Navnîşana mala xalên xwe ji Kulîlkê pirsî û xatirê xwe jê xwest û ji xîvetê derket û li Nijdiyî siwar bû û ber bi ava zirav kudand. [12490 cihani_bilican] Li ava zirav derbas bû û xwe bi her heft konên li rex hev vegirtî ra gîhand. [12491 cihani_bilican] Hajote nav konan. [12492 cihani_bilican] Lê çi mêr li nava konan nedît. [12493 cihani_bilican] Ji jinikan pirsî: [directspeech cihani_bilican] Xûşkê mêrên zoma we li kêderê ne? [12494 cihani_bilican] Bersiva wî dan: [directspeech cihani_bilican] Dibêjin cerda Ereban hatine Bilîcana Mîrê Ereban birine, her heft kurên Hesê Dûdêyî li peyê cerdê keti ne. [12495 cihani_bilican] Gava ko Kuliki ev bersiva bihîst, agir li serî ket. [12496 cihani_bilican] Nijdî zengî kir û bi bayê bezê ji nava konan derket û ber bi lêvara çemî hajot. [12497 cihani_bilican] Li rex çemî dûrbîn da ber çavên xwe. [12498 cihani_bilican] Li wî alî çemî bi hezaran siwar û peya rêz rawesta bûn. [12499 cihani_bilican] Li himberî wan da jî her şeş hevalên wan, Êxo û Buxdo, Loko û Elik, Hasûxan û Pasûxan rawestan e. [12500 cihani_bilican] Lê Kerr diyar nîne. [12501 cihani_bilican] Kuliki xwe li çemî da. [12502 cihani_bilican] Leşkêrê Mîrî tîştîşî kir û xwe li koma siwaran da û xwe bi hevalan ra gîhand û pirsiyara Kerrî ji wan kir. [12503 cihani_bilican] Hevalan gotinê: [directspeech cihani_bilican] Mala te nekeve, be tu ji sibê da li kû bûyî!? [12504 cihani_bilican] Kerrî çar pehlewanên dijmini kuştin û her taze li pêşiya te li dû sê pehlewanên dî jî ket û ewan ber bi pişta wî girê hanê kudandin. [12505 cihani_bilican] Agir bi serê Kuliki ket. [12506 cihani_bilican] Bi bayê bezê ber bi girikî hajot. [12507 cihani_bilican] Giheşte pişta giri. [12508 cihani_bilican] Dîna xwe dayê Sosik waye li qurereşkê da noqim bûye. [12509 cihani_bilican] Kerr jî diyar nîne. [12510 cihani_bilican] Vî alî bezand, wî alî bezand. [12511 cihani_bilican] Çi tişt nedît. [12512 cihani_bilican] Li milê xwe yê rastê dengê şîn û girînê bihîst. [12513 cihani_bilican] Li ser milê xwe da zivirî. [12514 cihani_bilican] Dîna xwe dayê waye çend kes li binê darekê da berev bûne û digirîn. [12515 cihani_bilican] Hajote ser wan. [12516 cihani_bilican] Dîna xwe dayê, her sê xalên wî yên biçûk li ser serê Kerrî ra rawestane û li ser da digirîn. [12517 cihani_bilican] Termê dîwane Cindî jî waye ketiye wê derê. [12518 cihani_bilican] Li ser pişta Nijdiyî li xalan heytand. [12519 cihani_bilican] Hindî xal li ber geriyan. [12520 cihani_bilican] Kuliki nepejirand. [12521 cihani_bilican] Xalên wî bi neçarî li ber xwe dan. [12522 cihani_bilican] Bû şingîna şûr û mertalan. [12523 cihani_bilican] Kuliki bi dilekî pir birîn şûr diweşand. [12524 cihani_bilican] Xalan jî bi gef û gur hem li ber xwe didan û hem jî li ber Kuliki digeriyan. [12525 cihani_bilican] Kerrî li binê darê bi nalîn gazî Kuliki kir: [directspeech cihani_bilican] Kulik! [12526 cihani_bilican] Kulik! [12527 cihani_bilican] Dest ji xalên xwe bikişîne û were vira! [12528 cihani_bilican] Were min kir tu neke! [12529 cihani_bilican] Kulik bi neçarî li ser birayê xwe yê birîndar da zivirî. [12530 cihani_bilican] Xalan jî dane dû wî. [12531 cihani_bilican] Tev li ber serê Kerrî rûniştin. [12532 cihani_bilican] Kerrî got: [12533 cihani_bilican] Kulik bira min bêxeberdaniya Werdekê kir, ev yeka hate serê min. [12534 cihani_bilican] Qudetiyê ez girtibûm. [12535 cihani_bilican] Ez li xwe bayî bibûm. [12536 cihani_bilican] Min digot qay her fermana dinyayê di destê min da ye. [12537 cihani_bilican] Eger min bi gotina te û Werdekê bikira, qet ev yeka nedihate serê min. [12538 cihani_bilican] Min mala xwe kavil kir û çar xalên xwe bi destên xwe kuşt û ez bixwe jî ketim vê rojê da. [12539 cihani_bilican] Werin êdî şerê xwe bixwetiyê bese. [12540 cihani_bilican] Êdî birakujî bese. [12541 cihani_bilican] Gereke her roja roj da me hişê xwe berevî serê xwe bikira. [12542 cihani_bilican] Me li ser şerîta dijminan lîst, lewra ev yeka hate serê me. [12543 cihani_bilican] Guhdariya min bikin, ka ez ji we ra çi dibêjim. [12544 cihani_bilican] Ev yeka Emer Axa û Mîrî anîn serê me. [12545 cihani_bilican] Tola me ji wana ra nehêlin. [12546 cihani_bilican] Êdî çi wec û mifaya min ji we ra tuneye. [12547 cihani_bilican] Ezê bimirim, lê mirazê min li çavên min da ma. [12548 cihani_bilican] Herin Sosikê ji qurereşkê derînin û bînin. [12549 cihani_bilican] Min roja roj da nehîşt tu serê wê lêdey, ewê ez şepirze kirim. [12550 cihani_bilican] Here ewê bîne, dûrî çavên min, li pişta darekê da serê wê lêde. [12551 cihani_bilican] Bila ew kula li dilê min da nemîne, ko min nehîşt tu roja roj serê wê lêbidî. [12552 cihani_bilican] Lê cendekê Sosikê li derva nehêle. [12553 cihani_bilican] Cendekê wê çal bike. [12554 cihani_bilican] Tu cendekê wê çal nekî, teyr û tû yên goştê wê bixon û hestikên wê belavî van bestana bibin. [12555 cihani_bilican] Sibê qîz û bûkên êla Eliyê Siwaranî dê bêne pincar û bindarûkê, dê darikan li hestikên wê ra bikin û dijîn û nifirînan jî li min bikin û bêjin, ev hestikê Sosika Kerê Silêmanî ye, hat Bilîcan bir, xwe û Sosik jî da ser. [12556 cihani_bilican] Kulik bi xalên xwe va çû û bi hezar û yek zehmetê Sosik ji nava qurereşkê deranîn û anîn li dûrî çavên Kerrî li pişta darekê da serê wê lêdan û ew li binê kendalekî da binpeç kirin û zivirîn bal Kerrî û gotinê: [directspeech cihani_bilican] Me Sosik veşart. [12557 cihani_bilican] Bêje ka êdî çi gotinên te hene! [12558 cihani_bilican] Bi bihîstina navê Sosikê ra hêsireke zirav ji kaniya çavên Kerrî jor da li ser sûretê wî da şûlikî. [12559 cihani_bilican] Kerr naliya û got: [directspeech cihani_bilican] Êdî çi wec û mifaya min ji we ra tune ye. [12560 cihani_bilican] Ez êdî yê mayînê nînim. [12561 cihani_bilican] Werin ezê ji we ra bisparteyên seremerga xwe bikim. [12562 cihani_bilican] Kulik û xal li ber serê Kerrî rûniştin. [12563 cihani_bilican] Kerrî bi nalîn dest pê kir: [directspeech cihani_bilican] Herin li nava êla Mîrê ereban çend mûmiyakar û çend darteraşan bînin. [12564 cihani_bilican] Termê min bidin mûmiyakirinê. [12565 cihani_bilican] Sindirûkekê ji min ra bidin çê kirinê. [12566 cihani_bilican] Hêkekê têxin mista min ya rastê û milê min yê rastê ji sindirûkê ra derêxin derva. [12567 cihani_bilican] Sindirûka min bidin ser barê lokê pêşîkêş. [12568 cihani_bilican] Ez dizanim, gava ko we nêzîkî bi zozanan kir, Werdekê bê pêşiya we. [12569 cihani_bilican] Dema ko min nebîne, yê bizanibe ko ez hatime kuştinê. [12570 cihani_bilican] Ca Werdekê bê bela ji we venegere. [12571 cihani_bilican] Lê gava ko çavên wê li milê min yê derva ko li ser barê lokî ba dibe, bikeve, yê hegera wê ji we bipirse. [12572 cihani_bilican] Bêjinê Kerrî digot, dinya weha hatiye, dê weha jî here. [12573 cihani_bilican] Min li beriya Şengarê da dinya kire hêkekê û ew hêka jî li kevirî da û şkand. [12574 cihani_bilican] Bêjê Kerrî gotiye, min bêdiliya wê kir, lewra mirazê min li çavên min da man. [12575 cihani_bilican] Bêjinê bila şîrê xwe li min helal bike. [12576 cihani_bilican] Kulik Perîşanê bêxudan nehêle. [12577 cihani_bilican] Perîşanê li xwe mare bike. [12578 cihani_bilican] Li vê demê da gewriya Kerrî hişk bû. [12579 cihani_bilican] Tîhnîtiyê lê dest da. [12580 cihani_bilican] Dizanî kanî dûr e û çi aman jî li bal wan tune ye, gote Kuliki, Kulik!: [directspeech cihani_bilican] Kezeba min ji tîhna şewitî. [12581 cihani_bilican] Zû bike gîzmên min ji lingên min bişiqitîne û bibe ser kaniyê ji min ra hindek av bîne. [12582 cihani_bilican] Kuliki gîzmên wî ji lingan şiqitand û ber bi kaniyê bezî. [12583 cihani_bilican] Li ser kaniyê gava ko av li gîzmên wî werda, dîna xwe dayê letek gurçika wî waye qetiyaye û ketiye binê gîzmê da. [12584 cihani_bilican] Êdî Kuliki zanî Kerr yê mayînê nîne. [12585 cihani_bilican] Bi lez gîzme pak şoşt û hindek av kire binê gîzman û ber bi birayê xwe helat. [12586 cihani_bilican] Kerrî gîzma avê ji destê Kuliki stand û kişande serê xwe. [12587 cihani_bilican] Bi vexwarina avê ra, serê wî li ser stu da leq bû û çavên xwe yê bêmiraz ji cîhana derewîn miçandin. [12588 cihani_bilican] Kulik bi xalan va li nava serê xwe da lêdan. [12589 cihani_bilican] Termê Kerrî ber bi roj kirin. [12590 cihani_bilican] Çavên wî girtin û piyên wî li ber rast kirin. [12591 cihani_bilican] Bû lûvelûva xalan û Kuliki. [12592 cihani_bilican] Kulik bi xalan va li nava serê xwe da lêdan û temûrîkên xwe rûçikandin. [12593 cihani_bilican] Dengê nalîna wan guçkê felekê Kerr û dilê keviran kerr dikir. [12594 cihani_bilican] Koma Kerr û Kuliki li ser termê Kerrî berev bûn. [12595 cihani_bilican] Şîn li ser termê Kerrî giran bû. [12596 cihani_bilican] Kuliki bi her sê xalên xwe va li ser termê Kerrî sîvankek çêkirin. [12597 cihani_bilican] Hasûxan û Pasûxan dane ber te mî û Buxdo û Êxo jî şandin dû Evdurehmanê Terikî. [12598 cihani_bilican] Gava ko dengê şîn û girînê li ser termê Kerrî bilind bû, Mîr fermana paşekişê da leşkerê xwe. [12599 cihani_bilican] Taze leşker dikir ko ji çemî derbas bibe, Kulik bi her sê xalan va siwar bûn. [12600 cihani_bilican] Çar siwar wekî çar gurgên dev bi xwîn li para-va xwe gîhandin leşkerê Mîrî. [12601 cihani_bilican] Bi hev ra ji çepî ra lêdan û li rastî ra derketin. [12602 cihani_bilican] Ji rasti ra lêdan û li çepî ra derketin. [12603 cihani_bilican] Li nava leşkerê Mîrî da yên tendurust ew bûn, ko ji mala xwe nehatibûn. [12604 cihani_bilican] Rûyê çemî li ber xwînê sor dikir. [12605 cihani_bilican] Cenazên mirovan û cendekên hespan, kum, kuloz, kulavqot, şeir û poşî, çarix û gîzme û mertal bûn ko li ser rûyê avê ketibûn. [12606 cihani_bilican] Leşkerê Eliyê Siwaranî yên ko revîn, yên ko hatin kuştinê, yên ko ketin nava çemî û biroda çûn. [12607 cihani_bilican] Yên ko di avê da xendiqîn. [12608 cihani_bilican] Yên mayî jî bi hawar û gaziyan penah xwestin. [12609 cihani_bilican] Gava ko leşkerî penah xwestin, Kulik û xalên wî penah dane wan. [12610 cihani_bilican] Termê Mîr Elî Siwaranî jî, mêjva bû, ko li ser rûyê avê ketibû. [12611 cihani_bilican] Kulik bi her sê xalaên xwe va, ji avê derbas bûn û êla Mîr Elî Siwaranî dagîr kirin. [12612 cihani_bilican] Hêriş dane mala wî. [12613 cihani_bilican] Jin û zar hatin pêşiya wan û penah xwestin. [12614 cihani_bilican] Kuliki gote jin û zaran: [directspeech cihani_bilican] Hemû ji mal derkevin! [12615 cihani_bilican] Jin û zar hemû ji mal derketin. [12616 cihani_bilican] Kuliki ferman da xelkê êlê mala Mîrî pûr bikin. [12617 cihani_bilican] Ew komela ko çend demhejmêran berî niha xwe li ber Mîrî da didane kuştinê û Mîr bigota wan bimirin, nedigotin na, bi fermana Kuliki ra her di gavekê da mala Mîrî pûr kirin. [12618 cihani_bilican] Li qasekê da ji wê mala giran da pûşikek li ser pûşkî nema. [12619 cihani_bilican] Li dû pûrkirinê ra Kuliki agir berda konê Mîrî. [12620 cihani_bilican] Alavên agirî di qasekê da çar nikarê konî li çembera xwe da girtin. [12621 cihani_bilican] Gurî li hevdu siwar bûn û bêhna xuzûrekê li hev geriya û der û deşt da ber xwe, konê çilistûnî bi erdê va bû yek. [12622 cihani_bilican] Kuliki ferman da xelkê êlê, ko termên kuştiyên xwe bikişînin. [12623 cihani_bilican] Xelkê êlê bînanî kuhlî û mêhrûyan rahîştin wê bestê û term bûn ko li ser destan û li ser darbestan ber bi goristana êlê dikişiyan. [12624 cihani_bilican] Kuliki bi xalên xwe va çend mûmiyakar û çend dartiraş li nava êlê hildan û derbasî wî alî çemî bûn. [12625 cihani_bilican] Mûmiyakaran bi ser û ber termê Kerrî mûmiya kirin. [12626 cihani_bilican] Hêkek jî kirin na-va destê wî yê rastê û mista wî lê dane hev. [12627 cihani_bilican] Dartiraşan jî bi darên cengelî sindirûkek ji Kerrî ra çêkirin. [12628 cihani_bilican] Termê Kerrî li sindirûkê da cî kirin. [12629 cihani_bilican] Milê wî yê rastê ji sindirûkê da derxistin derva. [12630 cihani_bilican] Li dû ra termên her çar xalên kuştî jî dane ser darbestan û li avê derbas kirin û ber bi zoma mala Hesê Dûdêyî birin. [12631 cihani_bilican] Her çar term rêz li rex hev da ber bi rojhelat çal kirin. [12632 cihani_bilican] Bêhna xweliya taze seranserî besta xîvetan dabû ber xwe. [12633 cihani_bilican] Mirovî li her alî ko binêriya xwelî bû ko li ser terman qûç bibûn. [12634 cihani_bilican] Li dû çalkirina kuştiyan ra Kuliki ferman da giştî xelkê êlê li dewsa dîwanxana Mîr Elî Siwaranî da berev bibin. [12635 cihani_bilican] Li dû fermana Kuliki ra giştî xelkê êlê li dewsa dîwanxana Mîrî ya ko çend demhejmêran berî niha li dar bû û niha ji bilî hindek argîn çi tişt li dewsê nemabû, berev bûn. [12636 cihani_bilican] Gava ko komel hemû xirve bû, Kuliki weha dest bi qisedanê kir: [directspeech cihani_bilican] Gelî komelê! [12637 cihani_bilican] hûn hemû dizanin, ko mala Hesê Dûdêyî li ber mala Mîrî da, li ber av û axa welatê xwe da, li ber gelê xwe da çi qas xizmetên giring kiribûn. [12638 cihani_bilican] Hesê Dûdê û her heft kurên wî li giştî jiyana xwe da li xizmeta gel û welatî da bûn. [12639 cihani_bilican] Lê Mîrê Ereban li ser daxwaza Emer Axayî û ji bona ko du rojan zêde li ser xelkê da mîrtiyê bike, rîşala mala Hesê Dûdêyî bi destên wan da qelandinê. [12640 cihani_bilican] Hûn hemû bizanin û agadar bin ko hegera vî şerê ne bi xêr û ne bi xweşî vî şerê xwe bi xwetiyê Mîr Elî Siwaran û Emer Axa bûn. [12641 cihani_bilican] Wan li bin va ji hevdu ra name şandine û ev pîlana dijî vê binemalê kişandine. [12642 cihani_bilican] Ewana tenê ji bona wê hindê ko her dem her ewan li ser serê xelkê jar û belengaz da mîratî û axatiyê bikin, ev şerê xal û xwarziyan, ev şerê birakujiyê ev şerê xwe bi xwetiyê saz kirin û em xal û xwarzî bi nezanî û neagadarî berdane hev û malên me bi destên me kavil kirin. [12643 cihani_bilican] Mîr Elî Siwaran giheşte maf û sizaya xwe. [12644 cihani_bilican] Lê niha Emer Axa hê jî li ser desthelatdariyê ye û hê jî ji bona wê hindê ko axatiya wî her berdewam be, zor û zulmê li xelkê dike. [12645 cihani_bilican] Emê niha siwar bibin û ber bi zozanan herin, her kî dixwaze, dikare di gel me bê. [12646 cihani_bilican] Da ko em bi arîkariya hev, bi yêkatî û biratî bikarin rîşala hemû Mîr Elî Siwaran û Emer Axayan li ser axa xwe biqelînin û gelê xwe ji jêr nîrê zordariya wan xulam û dûvelankên bîhaniyan rizgar bikin. [12647 cihani_bilican] Dengê komelê bilind bû: [12648 cihani_bilican] Ji bo rizgariya gel û welatî em hemû bi dil û giyan amade ne. [12649 cihani_bilican] Em amade ne rîşala dexes û xiniz û xofiroşan biqelînin. [12650 cihani_bilican] Em bi dil û giyan amade ne. [directspeech cihani_bilican] Em hemû amade ne ji bo rizgariya welatê xwe giyanê xwe bext bikin. [directspeech cihani_bilican] Li rêka welatî da em cangorîn e. [12651 cihani_bilican] Her yekê bi curekê hesta xwe radigehand. [12652 cihani_bilican] Kuliki li bersiva wan da sipasbêjî kir û bi xalên xwe va ber bi çemî rê [12653 cihani_bilican] ketin û komelê jî weke keriyek pez dane dû wan. [12654 cihani_bilican] Termê Kerrî li ser pişta lokê pêşîkêş weke landikekê dihejike. [12655 cihani_bilican] Milê wî yê rastê ji sindirûkê derxistine derva û hêkek jî li mista wî da ye. [12656 cihani_bilican] Milê wî li rex sindirûkê li hewa ba dibe. [12657 cihani_bilican] Bi teqla çûyîna loki ra pêş da, paş da tê û diçe. [12658 cihani_bilican] Kulik jî li ser pişta Nijdî li pêşiya koçê ketiye. [12659 cihani_bilican] Qentera hêştiran û leşkerê giran jî dane dû wî û ji beriya Şengarê ber bi zozanan diçin. [12660 cihani_bilican] Kulik ketiye bîr û hizrên kûr û tal da. [12661 cihani_bilican] Xwe ji xwe ra dibêje: [12662 cihani_bilican] Kerr çima li ser şirîta nemerdekî wekî Emer Axayî leyîst? [12663 cihani_bilican] Çima bêçine xwe da kuştinê? [12664 cihani_bilican] Çima çar xalên xwe bi destên xwe kuştin. [12665 cihani_bilican] Li ber çi ewî bixwe jî ew hemû mirovên bêsûc û guneh kuştin? [12666 cihani_bilican] Ew mirovên jar û belengaz û ne agadar ko her tenê bi fermana Mîrî hatibûn pêşiya wan. [12667 cihani_bilican] Gelo ev hemû mirov li ber ax û ava welatê xwe da hatine kuştinê? [12668 cihani_bilican] Yan li ser dil û daxwaza Mîr û Emer Axayî xwe bêçine dane kuştinê. [12669 cihani_bilican] Eger Mîr û Emer Axayî ew hemû mirovana bikirana yek û bi yêkatî û biratî pişta xwe bidana hevdu û biçûyana şerê neyaran, dê bi wê hêza mezin gelê xwe li jêr nîrê zor û zulma dijminên dagîrker rizgar bikirana û welatê xwe li jêr destên xelkê deraniyana. [12670 cihani_bilican] Lê ev Mîr û Emer Axa ko li bîr û hizra gel û welatî da nînin. [12671 cihani_bilican] He tenê bîr û hizra wan xweşî û xweşrabihorandina wan e. [12672 cihani_bilican] Tenê di hizra xwe da nin. [12673 cihani_bilican] Hindî tê bîra Kuliki, her di welatê wî da şer û gêre û kuşt û kuştare. [12674 cihani_bilican] Yan xelkê hêrîş dane ser welatê wan û ew li xwînê da xendiqandine, yan jî bi ferman û pîlana serokhoz û mîr û axayan bêçine hevdu kuştine. [12675 cihani_bilican] Kulik dihizire, di nava hişê xwe da diçe, dîne bîra xwe, her çi diye û çi bihîstiye, li bara şerê xwe bixwetiyê da bûye. [12676 cihani_bilican] Hindî ji devê mezinan, ji konemêr û pîrejinan bihîstiye, her li dirêjaya mêjûyê da Kurdin ko bi fermana bîhaniyan hevdu qir dikin. [12677 cihani_bilican] Kurd in ko li ser san, li ser pişîkan, li ser zaran, li ser zozanan, li ser bengeyeke zeviyê hevdu dikojin. [12678 cihani_bilican] Lê kesek nabêje dagîrkeran welatê me dagîr kirine. [12679 cihani_bilican] Werin em zozana xwe ya mezin, zeviya xwe ya rastîn ji çengê neyaran derînin. [12680 cihani_bilican] Hindî tê bîra Kuliki her mêrên kurdan bûne, ko bi fermana serokhoz û mîr û axayan da li ber xelkê da şûr weşandine û yan jî bi pîlanên wan ketine pêsîra hevdu û hevdu ji serê riya serokhozan rakirine. [12681 cihani_bilican] Rêk ji serokhozan ra fire kirine. [12682 cihani_bilican] Serokhozên ko ji bilî serokatiya xwe, ji bilî dîwana xwe û berfirebûna heremseraya xwe û ji bilî razîkirina serdestên xwînmij, ko çavên wan her dem li av û axa welatiye, li bara çi tişteke dî da nahizirin. [12683 cihani_bilican] Serokhozên ko ji bona axatî û serokatiya xwe ya pûç û bê wate amade ne ji gel û nîştiman û heyî û neyiyên xwe bibihorin. [12684 cihani_bilican] Amade ne ji abirûya xwe û gelê xwe bibihorin, lê ji serokatî û axatî û mîratiya xwe nebihorin. [12685 cihani_bilican] Mîratî û axatiya ko ji pejirandina bindestiya bîhaniyan pêve çi weca wê ji gel û welati ra tuneye. [12686 cihani_bilican] Kulik serê xwe kiriye nava dêl û bijiyên Nijdiyî û pêş da dikudîne û dihizire. [12687 cihani_bilican] Hizrên kûr û dûr. [12688 cihani_bilican] Silêmanê bavê wî her bi pîlana Ehmed Begê kurê Mîrê Ereban hate kuştinê. [12689 cihani_bilican] Bavpîrê wî Eliyê Mîrî dîsan her bi pîlana neyaran hate kuştinê. [12690 cihani_bilican] Bavê bavpîrê wî Silîv beg dîsan her bi pîlana neyaran dermandayî bû. [12691 cihani_bilican] Her çend ko binemala wan jî beg û mîr û serokhoz bûn, lê serî li ber xelkê û bîhaniyan nedadinîn. [12692 cihani_bilican] He li ber vê hindê bû, ko dijminan ewan li serê riya xwe hildan û axatî dane destê Emer Axayî, ta ko bi dilê xwe hespên xwe li ser av û axa welatî da bibezînin. [12693 cihani_bilican] Emer Axayê ko ji bona axatiya xwe namûsa xwe, kiça xwe Perîşan avîte mazad û heracê û Kerr û her çar xalên wî bi destên hevdu dane kuştinê. [12694 cihani_bilican] Ev xan û mîr û serokhozan, van hemû mirovên bêguneh didin kuştinê, ko bixwe li ser desthelatdariyê bimînin. [12695 cihani_bilican] Tenê giştî hîvî û armanc û awatên wan ew e, ko bêjine wan xan û mîr û axa û serokhoz. [12696 cihani_bilican] Axa û serokên ko ne di hizra jar û belengazên welatê xwe da nin, belkû her tenê li hizra heremserayên xwe û dîwanxanên xwe û nav û dengên xwe û razîkirina serdestan û êşandina bindestan da nin. [12697 cihani_bilican] Ca serdest her kê dibe bilanê. [12698 cihani_bilican] Ji wan ra ferq nake. [12699 cihani_bilican] Serdest jî baş wan dinasin. [12700 cihani_bilican] Baş li reha mirina wan ra girtine. [12701 cihani_bilican] Baş pişîka xalo berdêdine wan û wan ji dest dana axatî û serokatî û mîratiyê ditirsînin û ya dilê xwe bi destên wan diqedînin. [12702 cihani_bilican] Her çiya ko dilê wan dixwaze, bi destên wana didine kirinê. [12703 cihani_bilican] Ev e demanekî dûr û dirêje ko gel li vî derdî da, wekî kelokekî nîvserjêkirî li ber êş û azaran per û baskan lev dide. [12704 cihani_bilican] Lê ewan jî her di keyfa xwe da nin. [12705 cihani_bilican] Hindî ko Kulik ji beriya Şengarê ber bi zozanan rê ketiye, qasekê jî ev hizrana dest jê nekişandine. [12706 cihani_bilican] Zehlê wî ji wî û ji hemû serokhoz û mîr û axa û xanan diçe. [12707 cihani_bilican] Her çî çîrok û serhatî û mêjûya ko li bara kurdan da bihîstiye, hemû her li bar şerê xwe bixwetiyê da bûye. [12708 cihani_bilican] Şerê birakujiyê ko bi neqşe û pîlanên neyaran û bi destên axa û xan û serokhoz û mîran li Kurdistanê da wekî rîşala penceşêrê penc veda ye û rîşal ajotiye. [12709 cihani_bilican] Kesek divê ko evê rîşalê ji bin va hilqetîne. [12710 cihani_bilican] Rîşala kotîbûnê bi çêkirina yêkatiya gel derman bike. [12711 cihani_bilican] Serê Kuliki bi derd û dûman e. [12712 cihani_bilican] Hey Nijdiyî dikudîne û hey jî li termê Kerrî mêze dike û kûr keseran dikişîne û xwe ji xwe ra dibêje: [12713 cihani_bilican] Çima gereke roja îro Kerr lêda û çar xalên xwe bi destê xwe bikuşta û bixwe jî weha bêmraz bi destên xalan bihata kuştinê? [12714 cihani_bilican] Çima em gereke weha bi fermana neyaran û bi pîlanên axayên dexes û xiniz û xwefiroş, dijminên gel û neyarên welati hevdu bikujin? [12715 cihani_bilican] Çima gereke em bêçine, li ser tûyî tuneyî hevdu bikujin; li ser termên hev simbêlan badin û ev ziktelerana jî bi xwîna me bijîn û dilê serdestan ji xwe xweş bikin û neyaran bi me bidin kenandinê? [12716 cihani_bilican] Çima gereke roja îro Kerr û xalan hevdu bikuştana? [12717 cihani_bilican] Eger Kerr û xalên wî dest bidana hevdu û bibana yek, kîjan leşkerî dikarî li himber hêza wan da rawesta?! [12718 cihani_bilican] Çima minê roja îro bi destên xwe çendik û çend siwarên kurdan bikuştana û leşên wan biroda berda? [12719 cihani_bilican] Siwarên ko fermana wan li destê Mîr Elî Swarani da bû. [12720 cihani_bilican] Siwarên nezan û neagadar. [12721 cihani_bilican] Niha ko waye ber bi zozanan diçe, eger neçe hêrişê nede ser Emer Axayî û tola xwe û bira û xalên xwe ji Emer Axayî veneke, xelkê bêjin: Kulikî bêxîret û newêrek û bizdonek e. [12722 cihani_bilican] Eger hêrişê jî bide ser Emer Axayî û daxwaza tola xwe jê bike, Emer Axa ko bixwe nayê şerê wî. [12723 cihani_bilican] Dê here hindek jar û belengazên bê hiş û hedam bi navê pehlewan û qaremanan bişîne pêşiya wî û li ber xwe da bide kuştinê. [12724 cihani_bilican] Ev hizrana dest ji Kuliki nedikişandin. [12725 cihani_bilican] Êwir bi êwir nêzîkiyê bi zozanan dikin. [12726 cihani_bilican] Lê tebat û aram ji Kuliki ra nema ye. [12727 cihani_bilican] Li nava hişê xwe da diçe. [12728 cihani_bilican] Xwe ji xwe ra dibêje: [12729 cihani_bilican] Li dirêjaya mêjûyê da, ta roja îro çi kesî bi hêza mil û baskan bi me kurdan nikariye. [12730 cihani_bilican] Lê bi hiş û pîlanan em bixwe berdane hevdu û em bi destên xwe ji holê rakirine. [12731 cihani_bilican] Me bi nezantiya xwe hevdu qir kiriye û rê ji xelkê ra vekiriye, ko me û welatê me bikin jêr çengalê xwe. [12732 cihani_bilican] Me bi sadetî û nezantiya xwe hevdu kuştiye û me rêka dagîrkirina welatê xwe ji bîhaniyan ra paqij kiriye. [12733 cihani_bilican] Me bi destên xwe mala xwe kavil kiriye û dijmin li ser serê xwe siwar kiriye. [12734 cihani_bilican] Di kîjan rûpera mêjûya Kurdistanê û di kîjan serhatî û stirana kurdî da hatiye ko dijmin bi hêza dest û lepan bi kurdan kariye. [12735 cihani_bilican] Lê di kîjan rûpera mêjûyê da û kîjan srhatû û setiranê da nehatiye, ko me bi destên xwe hevdu nekuştibe û me bi destên xwe kelayên xwe kavil nekiribe. [12736 cihani_bilican] He di seranserî mêjûyê da me bi destûr û fermana axa û beg û serok û mîran li ber xelkê da şûr weşandiye. [12737 cihani_bilican] Ji bo berjewendiya xelkê hevdu kuştiye. [12738 cihani_bilican] Dijminan bi vir û derew û pîlanan em berdane hevdu. [12739 cihani_bilican] Bi pîlanên neyaran, li ser serokatiyê, li ser axatiyê, li ser jinê, li ser zozanê, li ser hespê, li ser Bilîcan û Perîşanan me hevdu kuştiye. [12740 cihani_bilican] Em ketine canên hevdu. [12741 cihani_bilican] Em her dem weke şûr û xencereke tûj bûne li destê dijminan da, ji bo birîna serê hevdu. [12742 cihani_bilican] Hindî ko neyaran hewceyî bi me hebûne, em kirine şûr û xencer û destikên sedef û qaşên gewhernîşan û giranbuha bi me va kirine û em li ber pişta xwe ra kirine. [12743 cihani_bilican] Lê gava ko me hemû karên wan li pêş xistine û êdî çi karên wan bi me nemaye, em weke çeqoka zengorî virvirandine nava kirs û kelêş û kewalan. [12744 cihani_bilican] Ne tenê kesî nezanibûne ka em hene, yan na, belkû li ser da hebûna me jî wenda û înkar kirine. [12745 cihani_bilican] Kulik nikare yek gavê van hizrana ji serê xwe derîne. [12746 cihani_bilican] Herwisan ko diponije, pêş da dikudîne û ber bi zozanan dajo. [12747 cihani_bilican] Êwirek mabû ko bigihîjin zozanan, mizginî dane Werdekê ko kurên te hatin û Bilîcan jî anîn. [12748 cihani_bilican] Werdekê hêrişî ber derê mala Emer Axayî kir û caniya xezalê jê xwest. [12749 cihani_bilican] Gava ko Emer Axayî bihîst, lawên Werdekê bi leşkerekî giran va ber bi zozanan dihên, ji qulên ruviyan geriya ko xwe tê da veşêre. [12750 cihani_bilican] Ferman da meyteran ko caniya xezalê ji Werdekê ra zîn bikin û ew û Eyşan jî dîsan weke caran li xîveta taybetî da ketin şêvrê. [12751 cihani_bilican] Werdek li caniya xezal siwar bû û bi bayê bezê kudande pêşiya kurên xwe. [12752 cihani_bilican] Gava ko Werdek gihîşte pêşiya wan, dîna xwe dayê, Kuliki waye leşkerekî giran daye ser xwe û ketiye pêşiya leşkerî û ber bi zozanan dihê. [12753 cihani_bilican] Lê Kerr diyar nîne. [12754 cihani_bilican] Bi gef û gur xwe bi Kuliki ra gîhand û pirsiyara Kerrî jê kir. [12755 cihani_bilican] Lê hê pirsa wê li devî da bû ko çavên wê bi sindirûka li ser pişta loki ket. [12756 cihani_bilican] Da nêza xwe û rikêfî Kuliki kir û gotê: [12757 cihani_bilican] »Te Kerr daye kuştinê û tu hê li ber çavên min digerî?« [12758 cihani_bilican] Kulik li dora lokî ra bû turik. [12759 cihani_bilican] Çavê Werdekê li milê Kerrî ket, ko li sindirûkê ra derxistibûn û milê wî li hewa da ba dibû. [12760 cihani_bilican] Bi dîtina wê dîmenê ra, hegera wê hindê ji Kuliki pirsî. [12761 cihani_bilican] Kuliki gotê: [12762 cihani_bilican] »Dayê ev bisparta Kerrî ya seremergê ye. [12763 cihani_bilican] Kerr digot, bêje dayîka min, bila li ber xwe nekeve. [12764 cihani_bilican] Dinya hema weha hatiye û dê weha jî here. [12765 cihani_bilican] Min li beriya Şengarê da dinya kire hêkekê û ew hêka jî li keviri da û şkand. [12766 cihani_bilican] Lê min bêxeberdaniya wê kir û mirazê min li çavên min da ma. [12767 cihani_bilican] Bêjê bila şîrê xwe li min helal bike. [12768 cihani_bilican] Bû zarezare Werdekê û avîte se kurê xwe: [12769 cihani_bilican] Hey wî wî, hey wî wî hey wîwî [12770 cihani_bilican] Kero lawo ne min go neçe beriya Şengarê darên bînin... Kuro malkavilo ne min got xalên te yê şêr û piling û gurgên dev bi [12771 cihani_bilican] xwîn in... Yê çarde zergan li navmilê te bixînin... Şîrê min porkurê ji difinênên te ra bînin... Na Xudê yê mirazê te li çavên te da bihêlin, dê termê te li ser min [12772 cihani_bilican] dêranê min porkurê da wê bişînin... hey wî wî, hey wî wî... Her çend ko Kuliki biryar girtibû, bersiva dayîka xwe nede, lê xwest bi [12773 cihani_bilican] stiran ewê bi kuştina birayên wê jî bihesîne. [12774 cihani_bilican] Li bersiva Werdekê da weha [12775 cihani_bilican] got: Hey wî wî, hey wî wî... Dayê dilê min hane, bi me hane, dêranê dilê min hane bi me hane... Li kevirê çemaqan, li hezekên herîreşkê, şer qewimî, şerekî pir giran e... Xal û xarziyan dijî hev danîn şerekî bêeman e... Tu yê bes bike pesn û medhê wan birane.. Kerê bêmiraz li te kuştin, çar pehlewane... Minê li kevirê çeqmaqan, li hezeka herîreşkê li te bihaniya rîşala bi- [12776 cihani_bilican] ran e... Lê Kerrî li min heytand û got, bese şerê birakujiyê, tu nekoje wan [12777 cihani_bilican] xalan e... Bila sibê kes nebêje Werdeka dê bê xayî û bêxudan e... Minê hersê birayên teyên biçûk ji te ra înane tevî talanan e... Hey wî wî, hey wî wî... Gava ko Werdekê kuştina birayên xwe jî bihîst, agir bi serê wê ket û [12778 cihani_bilican] got: Hey wî wî, hey wî wî.... Kuliko lawo dilê min hane, bi me han e... Delalo dilê min han e bi me han e... Dilê dayîka te wargehê derd û wan kulan e... Lawo ev derda derdê me kurdan e... Emê dileyzin li ser şirîta Emer Axa û bîhaniyan e... Karê me bûye birakujî û kişandina talanan e... Emê hevdu dikujin li ser pere û dirafan e... Xelkê û alemê ji xwe ra girtin erd û asîman e... Serast kirin dewlet û ava kirin nîştiman e... Pêş da birin ferheng û tore û peyv û ew ziman e... [12779 cihani_bilican] Lê emê bi şerê xwe bixwetiyê ji hemû gelan paş da man e... [12780 cihani_bilican] Were lawo emê destên hevdu bigirin, derêxin ji welati bîhaniyan e... [12781 cihani_bilican] Emê çê bikin dewletekê bi tevayî û arîkariya hemû şax û hozên di kurdan e... [12782 cihani_bilican] Na Xudê emê bi arîkariya hev ava bikin welatê xweyî şirîn Kurdistan e... [12783 cihani_bilican] Hey wî wî, hey wî wî... lawên min nezan in, şêrên min nezan in, hey wî wî... [12784 cihani_bilican] Werdek ne ew bû şerê birayên xwe bike û ne ew bû ko bi wan ra rûnê û şînê bike. [12785 cihani_bilican] Gava ko hersê birayên Werdekê zarezara wê bihîstin, hatin û xwe avîtin ser dest û piyên wê. [12786 cihani_bilican] Bi fermana Kuliki pêşiya karwan û leşkerî rawesta. [12787 cihani_bilican] Siwar û peya hemû rêz rawestan. [12788 cihani_bilican] Termê Kerrî li ser barê lokê pêşeng danîn erdê. [12789 cihani_bilican] Werdekê devê sindirûkê vekir û xwe avîte ser termê Kerrî. [12790 cihani_bilican] Xal û xwarziyan şîna Kerrî dupate kirin. [12791 cihani_bilican] Dîsan termê Kerrî weke berê kirin nava sindirûkê û ber bi zozanan kişiyan. [12792 cihani_bilican] Berî êvarê bû, ko leşker gihîşte ser kaniya Rihanê. [12793 cihani_bilican] Durust li ser wê kaniya ko Kerrî dil û hinavên xwînavî dabûne destê Perîşanê. [12794 cihani_bilican] Ji Kerrî ra gorek kulan. [12795 cihani_bilican] Leşker li ber termê wî ra li rêzê çûn. [12796 cihani_bilican] Kulik li ser termê Kerrî ra rawesta û weha got: [12797 cihani_bilican] »Kero bira! [12798 cihani_bilican] Eger te bi xeberdaniya dayîka me bikira û te şerê xwe bi xwetiyê nekira, roja îro tu giheştibûy mirazê xwe. [12799 cihani_bilican] Lê te bi gotina dayîka me nekir, da ko akama karê me wiha lê hat. [12800 cihani_bilican] Ez îro li ser gorina te bêmirazî bi wê axa ko kal û bavê me tê da hatiye veşartinê û bi wê axa hanê ko emê te tê da veşêrin, sûn dixom, ta ko ez hebim, ez êdî ne şerê xwe bi xwetiyê dikim û ne jî serê xwe li ber bîhanî û dûvelankên wan xwar dikim.« Piştî axiftinê Kuliki termê Kerê bêmiraz sipartin axê. [12801 cihani_bilican] Werdek bi Kulik û leşkerê wî va ber bi mala Emer Axayî diçûn, ko Emer Axayî bi nexşên Eyşanê herdu gîzmên xwe tijî xwelî kir û bizmikên gîzman bi hev ve girê da û avîte stuyê xwe. [12802 cihani_bilican] Topek cawê sipî danî ser xweliyê. [12803 cihani_bilican] Şûrê xwe ji kalanî kişand û danî ser. [12804 cihani_bilican] Mishefa Reş jî bêkiras kir û danî rex şûrî û derkete pêşiya Werdekê û Kulik û leşkerê wan û bi zelûlî got: [12805 cihani_bilican] »Werdek tu û Kulik yan bi vî şûrî serê min lêdin û evê topa cawî li min werkin û evê xweliyê birijînin ser min. [12806 cihani_bilican] Yan jî bidin bo xatirê vê Mishefê û gunehê min li min bibexşînin.« [12807 cihani_bilican] Kulik ji hespê xwe peya bû. [12808 cihani_bilican] Mishef ji ser destê wî hilanî. [12809 cihani_bilican] Şûrê wî kire kalanî û li ber ra kir. [12810 cihani_bilican] Xweliya gîzmên wî vala kir û gotê gîzmên xwe pê ke. [12811 cihani_bilican] Li dû ra kelebçe vekir û herdu destê wî li piştê girê da û got: [12812 cihani_bilican] »Eger gunehê te tenê ev pîlana bûya, minê ji Werdekê û xalan daxwaz bikira, ko ji gunehên te derbas bibana. [12813 cihani_bilican] Lê gunehên te yek û du nînin. [12814 cihani_bilican] Emê te bispêrin destê dadigeha gelîrî. [12815 cihani_bilican] Dadigehê çi biryar girt, emê cî bi cî bikin.« [12816 cihani_bilican] Û bi gotina xwe ra, Emer Axa da destê Hasûxan û Pasûxan û her sê xalên xwe û ew li kela kûla nêçîrgehê da zindanî kirin. [12817 cihani_bilican] Emer axa li kûlê da zindanî bû. [12818 cihani_bilican] Werdekê jî agirek li ber serê gora Kerrî hil kir. [12819 cihani_bilican] Agir bi gezan qulozî hewa dibû û ta nîvê şevê jî her geş bû. [12820 cihani_bilican] Perîşanê xwe serdanpê reş û heş kir. [12821 cihani_bilican] Cotek guliyên xwe li ser xoşteviyê xwe yî bêmiraz da birî. [12822 cihani_bilican] Her du lamên xwe ta binçena xwe da ber pencerûskan û dirandin. [12823 cihani_bilican] Mirazê wê jî wekî mirazê Kerrî li çavan da mabû. [12824 cihani_bilican] Ji bona Kerrî xwîn digiriya. [12825 cihani_bilican] Wê şevê ji bona Kerrî xew li çavên çi kesî neket. [12826 cihani_bilican] Werdekê qelema xwe hilda û ji seranserî hoz û mal û malbatên kurdan ra ev nameya nivîsî: [12827 cihani_bilican] »Gelî Kurdên hêja û dilşewitî! [12828 cihani_bilican] Her wekî hûn hemû dizanin, ev demaneke dirêj e ko Emer Axa bi destên dewleta dagîrker li ser serê me kurdan bûye hemûkare. [12829 cihani_bilican] Ew li cîhê wê hindê da ko xizmetê ji gel û welatê xwe ra bike, li xizmeta dijminê gelî da ye. [12830 cihani_bilican] Pêşiya her baş gotine: Kurmê şîrî, her ta pîrî. [12831 cihani_bilican] Emer axayê ko bi xinizî û dexesiyê firşkê xwe vergirtiye û xîmê wî bi destê bîhaniyan hatiye danînê, nikare ji gelê xwe ra bibe mirovekî xudanxêr û xêrxwaz. [12832 cihani_bilican] Ew bi fermana neyaran rojê hozeke kurdan ji nav dibe. [12833 cihani_bilican] Çi sal nîne ko ew bi neqşe û pîlanên neyaran çend hozên kurdan bernede pêsîra hevdu û agirê şerê birakujiyê li nava gelê kurd da gur neke. [12834 cihani_bilican] Çi sal nebûye ko ew bi fermana neyaran komek kurd ji cî û warên wan, ji welatê wan raneqetîne û derewar û berîdeyî welatên dereke neke û dijmin û neyaran li cî û warên wan da cîwar neke. [12835 cihani_bilican] Bêgotin hûn hemû niha baş dizanin û pê hesiyane, ko ewî bi dexesî û neyartî herdu kurên min yên genc û xeşîm bi şer li sr xalan da şand. [12836 cihani_bilican] Ew bû heger ko kurê min yê mezin û çar birayên min û bi hezaran kurdên bêguneh bi destên hevdu bêne kuştinê. [12837 cihani_bilican] Vê gavê êdî qurmê dexesiya wî li ser avê ketiye. [12838 cihani_bilican] Gel hemû bi xayînetiya wî agadar bûne. [12839 cihani_bilican] Îro Emer Axa li ber hegera dexesî û xayînetiya xwe bi destê gel hatiye girtinê û di zindanê da ye. [12840 cihani_bilican] Roja eyniya tê emê Emer Axayî li pêş çavên giştî komelê dad bikin. [12841 cihani_bilican] Tikaye hûn jî li wê rojê da li dadgeha komelî da amade bibin. [12842 cihani_bilican] Her kê jî her cure sikalaya wî ji Emer Axayî hebe, dikare roja îniyê bigehîne destên dadivan û dadistanên komelê. [12843 cihani_bilican] Xûşka we Werdeka Hesê Dûdêyî [12844 cihani_bilican] Destîne: [12845 cihani_bilican] Sibêda wê rojê bi fermana Kuliki ra Elik û Loko li duhola hawarê dan. [12846 cihani_bilican] Ji her alî komel ber bi zomeya Werdekê kişiya. [12847 cihani_bilican] Leşkerê Kuliki li warê kaniya Rihanê çadur û xîvetên xwe vegirtin. [12848 cihani_bilican] Teter û peyakan nameya Werdekê dane destên xwe û zome bi zome û êl bi bi êl û gund bi gund û bajar bi bajar gerandin. [12849 cihani_bilican] Ji her alî mal û malbat û êl û hozên kurdan ber bi warê kaniya Rihanê kişiyan. [12850 cihani_bilican] Roja îniyê pê ra gihîşt. [12851 cihani_bilican] Taze tavê lêdabû, ko Emer Axa bi kot û zincîr û kelebçe anîn naverasta zomê. [12852 cihani_bilican] Besta nêçîrgehê û zomeya kaniya Rihanê li ber mirovan reş û tarî bû. [12853 cihani_bilican] Sê dadivan û du dadistan li ser rûniştekên kevirîn rûniştibûn. [12854 cihani_bilican] Li her alî name û sikalaname bûn ko komelê raberî wan dikirin. [12855 cihani_bilican] Emer Axa li himberî dadivanan li ser pê rawesta bû. [12856 cihani_bilican] Uskura xwe xwar kiribû. [12857 cihani_bilican] Serê wî di ber da bû. [12858 cihani_bilican] Şerm dikir, li nava çavên gelê xwe binêre. [12859 cihani_bilican] Dadivanan pirsiyar li dû pirsiyarê ji Emer Axayî dikirin: [12860 cihani_bilican] Emer Axa gelo rast e, ko te bi destiyariya dewletên dijminan Silîv Beg û li dû ra jî kurê wî Eliyê Mîr daye kuştinê, da ko tu rê ji axatiya xwe ra vekî? [12861 cihani_bilican] Emer Axa gelo rast ko tu bûy hegera şerê birakujiyê li nîveka hozên Kîkan û Sîpikan da? [12862 cihani_bilican] Emer Axa ya rast bêje! [12863 cihani_bilican] Gelo tu bûyî heger ko herdu malbatên Rindik û Findikan hevdu rehbirandî bikin? [12864 cihani_bilican] Emer Axa gelo rast e, li sala şêstan da li zozanê Bêlanan da te destdirêjî bi kiça rêncberê xwe kiriye? [12865 cihani_bilican] Emer Axa gelo rast e, te bi fermana dewleta dagîrker pêncî gundên Kurdan li Aranê ji kurdan standiye û paşê te neyar gel di wan gundana da daye rûniştandinê? [12866 cihani_bilican] Emer Axa gelo rast e, te kevirê xîmê xaniyên gundiyan firotiye neyarên gel? [12867 cihani_bilican] Emer Axa gelo rast e te herdu zozanên berereş û berezîvan ko av û axa welatê meye, pêşkêşî kardarê dewleta dagîrker kiriye? [12868 cihani_bilican] Emer Axa gelo rast e te sermeyterê extirmexana xwe ji bona ko tu jina wî li xwe mare bikî, avîte nava dest û piyên hespên cehxur û da kuştinê? [12869 cihani_bilican] Emer Axa gelo rast e dibêjin te nobedarê xwe li bin dar û tajankan da birîndar kir û paşê nobedarê te her bi wan birînana mir? [12870 cihani_bilican] Emer Axa gelo raste, ko te bi dexesî herdu kurên Werdekê yên genc û xeşîm bi şer li ser xalên wan da şand û li dû ra li binî va te name ji Mîrê Ereban ra şand, ko xalên wan pê nehesîne û bi şer wana berde pêsîra hev û bi destên hevdu wan bidin kuştinê? [directspeech cihani_bilican] Emer Axa gelo rast e? [directspeech cihani_bilican] Emer Axa gelo rast e? [12871 cihani_bilican] Pirsiyar li dû pirsiyarê û gazinde li dû gazindan û sikala li dû sikaleyan ra li ser Emer Axayî da barîn. [12872 cihani_bilican] Serê Emer Axayî li ber da bû. [12873 cihani_bilican] Pêş da li bersiva du, sê pirsiyaran da li ber xwe da û ew gotinan mandel kir û got îlava li min dikin. [12874 cihani_bilican] Lê bi mandelkirina her sikalayê ra dengê komelê bilind dibû û komelê bi hev ra gazî dikirin: [12875 cihani_bilican] A, rast e. [12876 cihani_bilican] Em bîner û gowane. [12877 cihani_bilican] Me bi çavên xwe dîtin. [12878 cihani_bilican] Me bi guçkên xwe bihîstin. [12879 cihani_bilican] Gava ko Emer Axayî dît, komel waye li himberî wî rawestaye û gotinên wî hemûyê derdêxin hêçê ra, serê wî kete ber da û êdî zimanê wî negeriya û her bi hejyareya serî gotin û pirsên dadivanan rast derdêxist û her yeksere xwe da destê dadivanan û li bersiva her pirsiyarê da serê xwe bi wateya erîniyê dihejand. [12880 cihani_bilican] Paşî wê hindê ko pirs û pirsiyar û sikala kuta bûn, koma dadistan û dadivanan li ser hev quricîn. [12881 cihani_bilican] Li dû ra dadistanek hilkişiya ser serkoyekê û bi dengekî bilind biriyara dadgeha komelî ya kutayê weha ragehand: [12882 cihani_bilican] Li ser sikalaya gel û biryara dadgehê, Emer Axa bi tawana xinizî û dexesiyê li dijî gelê xwe, bi tawana çêkirina şerên birakujiyê li nav gelê xwe da, bi tawana firotina nîştimani, ko dayika gel e, bi tawana firotina gel û welatî, bi tawana kuştina xelkê bêguneh, bi tawana destdirêjîkirinê li ser mal û can û namûsa gelê xwe, bi mirinê tê siza dan. [12883 cihani_bilican] Sizaya Emer Axayî roja îro li ber çavên gel mirandin e. [12884 cihani_bilican] Koma biriyarîdera dadgeha gelêrî [12885 cihani_bilican] Bi ragehandina vê biriyarê ra komel weke deriyayê li se hev ra hurmicî. [12886 cihani_bilican] Dengê şadî û xweşiyê ji her alî bilind bû. [12887 cihani_bilican] Serokê dadigehê gazî kir: [12888 cihani_bilican] »Tikaye bêdeng bin!« [12889 cihani_bilican] Komelê piştî du, sê caran ko Serokê dadigehê daxwaza bêdengiyê ji wan kir, xwe kir kirin. [12890 cihani_bilican] Li dû ra sêdarek li nîveka meydana ko komel lê berev bibûn, çeqandin. [12891 cihani_bilican] Emer Axa anîn ber wê sêdarê. [12892 cihani_bilican] Kapek avîtin skura Emer Axayî. [12893 cihani_bilican] Emer Axa hilkişandin ser sêpayeyekê. [12894 cihani_bilican] Serokê dadigehê dîsan bi dengekî bilind gazî kir: [12895 cihani_bilican] »Hey komela dilşewitî! [12896 cihani_bilican] Eger hûn bipejirînin, me Werdek ji bo cî înanan sizaya Emer Axayî helbijartiye.« [12897 cihani_bilican] Bi hezaran dengî bi hev ra sîngê esmanî qelaştin û ber bi hewa bilind bû. [12898 cihani_bilican] Em dipejirînin. [12899 cihani_bilican] Me pejirandiye. [12900 cihani_bilican] Bijî Werdek! [12901 cihani_bilican] Bijî Werdeka dilşewitî! [12902 cihani_bilican] Bijî Werdeka pehlewan! [directspeech cihani_bilican] Serokê dadigehê dengê xwe li ser dengê komelê xist û got: »Em tikayê ji Werdekê dikin, ko ji bo bi cî înana biryara mirandina Emer Axayî bê rex sêdarê.« [12903 cihani_bilican] Bi dengê Serokê dadigehê ra Werdekê komel qelaşt û li nava gazî û qûtîna komelê da xwe gîhande rex sêdarê. [12904 cihani_bilican] Bi hezaran çav li destê Werdekê bûn û hêviyê bûn kanê Werdekê çi bike. [12905 cihani_bilican] Serokê dadigehê got: [directspeech cihani_bilican] Werdek tu hem xûşka kuştiya yî, hem jî dayîka kuştiyan. [12906 cihani_bilican] Tu li vê dadigehê da ji hemû dadxwazan dilşewitîtir î. [12907 cihani_bilican] Em ji layê giştî komelê mafê sizadana Emer Axayî didin destên te. [12908 cihani_bilican] Niha tu dikarî li dewsa her çar birayên xwe û kurê xwe yî bêmiraz û hezaran kesên dî ên bê sûc û bêguneh ko bi pîlanên Emer Axayî hatine kuştinê, yan zor û zordariyek bi wan hatiye kirinê, sêpaya li jêr lingên Emer Axayî bikişînî û ewî bigehînî sizaya kiryarên wî yên nemirovanî. [12909 cihani_bilican] Li dû destûra Serokê dadigehê ra, Werdekê avirek da Emer Axayî û berê xwe li ser komelê da kir û weha got: [directspeech cihani_bilican] Gelî komela hêja û giranbuha! [12910 cihani_bilican] Gelî bira û xûşkên dilşewitî! [12911 cihani_bilican] Hûn hemû bîner û gowan in, ko koma dadigeha gel, sizaya mirandinê ji Emer Axayî ra derînane. [12912 cihani_bilican] Bi vê gotinê ra dengê komelê bilind bû, hemûyê bi hev ra gazî kirin: [12913 cihani_bilican] Mirin ji bo gelfiroşan! [12914 cihani_bilican] Mirin ji bo welatxoran! [12915 cihani_bilican] Mirin ji bo dijminê gel û welatî! [12916 cihani_bilican] Mirin ji bo Emer Axayê dexes û xayîn! [12917 cihani_bilican] Werdekê dengê xwe bilind kir û got: [12918 cihani_bilican] Tikaye bêdeng bin! [12919 cihani_bilican] Tikaye bêdeng bin! [12920 cihani_bilican] Komel li dû du, sê dengan ra bêdeng bû. [12921 cihani_bilican] Werdekê li dû axiftinên xwe ra girt û got: [directspeech cihani_bilican] Gelî komela hêja, hûn hemû gowan in, ko li dadigeha gel da sizaya mirovên gelfiroş û welatxor yên weke Emer Axayî merg e. [12922 cihani_bilican] Lê gelo bi kuştin û li darê dana Emer Axa û yên wekî wî, karê me yê serast be?! [12923 cihani_bilican] Çi deng ji komelê derneket. [12924 cihani_bilican] Werdekê bixwe bersiva xwe da û got: [directspeech cihani_bilican] Bêgotin karê me bi kuştinê serast nabe. [12925 cihani_bilican] Em gereke bigerin, reh û rîşa van kiryarana bibînin û hegeran li rîşalê da hilqetînin. [12926 cihani_bilican] Li ber çavên we hemûyê û her wisan bi pejirandina we dadigehê nûneriya gel daye min ko ez li dewsa we sêpayê li jêr lingên Emer Axayî bikişînim û ewî bigehînim sizaya kiryarên wî yên nemirovanî. [12927 cihani_bilican] Lê bi dîtina min zindîkirnewe ji kuştinê çêtir e. [12928 cihani_bilican] Ez weke dayîkeke kurkuştî û xûşkeke birakuştî ji mafê xwe yê sizadanê dibihorim û daxwazê ji we jî dikim, ko ji gunehên Emer Axayî derbas bin. [12929 cihani_bilican] Komela mirovan bînanî lêmişteke payîzî li ser hev û ber hev ra hurmicî û bi hev ra gazî kirin: [12930 cihani_bilican] Bijî Werdek! [12931 cihani_bilican] Bijî dayîka dilovan! [12932 cihani_bilican] Bijî dayîka me kurdan! [12933 cihani_bilican] Ser xwe bî Werdek! [12934 cihani_bilican] Werdekê destê xwe li ser komelê da hejand û dengê xwe bilind kir û got: [directspeech cihani_bilican] Ez zor sipasê ji hewe dikim ko hûn ji mafê xwe derbas bûn. [12935 cihani_bilican] Ez bi rêdana we, sizaya mirina Emer Axayî pileyekê dînime xwarê û daxwazê ji dadigeha komelî dikim ko sizaya derewarkirinê ji Emer Axayî ra bibirin û malê wî jî malmirî ragehînin. [12936 cihani_bilican] Êdî ciyê Emer Axayî li Kurdistanê da nema ye. [12937 cihani_bilican] Ji roja îro şûn da Emer Axa û jina wî Eyşan derewarkirîne. [12938 cihani_bilican] Ewna li dervayî Kurdistanê, li kîderê da dimînin bixwe dizaninê. [12939 cihani_bilican] Dadivanan li dû axiftinê Werdekê ra, kapê skura Emer Axayî vekirin û ew û Eyşan dane destê Hasûxan û Pasûxan û li Kurdistanê derxistin. [12940 cihani_bilican] Komelê Werdek dane ser destên xwe û ew ber bi konê wê birin û Werdek ji xwe ra kirin serwêra hemû welatî. [12941 cihani_bilican] Piştî hefteyekê hat û çû û şîn û serexweşiya mala Werdekê kuta bû. [12942 cihani_bilican] Piştî şînê Elik û Loko li der mala Werdekê li miqamê çemerçopiyê dan û govend li dermala Werdekê çep zivirî. [12943 cihani_bilican] Li ser bisparteya Kerrî Perîşan ji Kuliki mare kirin. [12944 cihani_bilican] Werdekê bi serçopiya zemawenda Kulik û Perîşanê ra girt û govenda çep gerand û bi dilekî şewat got: [12945 cihani_bilican] Şîn û şayî rewşa jiyanê ye. [12946 cihani_bilican] Dinya hema weha hatiye û dê weha jî here. [1] Delalê mino, gava bi xêr tu bê ez ê dernekevim ser xênî û sê dengên bilind nelîlînim ez ê biçûk û mezinên taxê bi hatina te nehisînim lê ez sozê didim heta ku tu bê ez ê hemû maçên ji dev û lêvan ên ji herdu hinarkan ji te re hilînim. [2 demir_soregule] Hinek ji nama Gulê [3 demir_soregule] Êvareke dawiya payîzê bû. [4 demir_soregule] Roj gihabûn ku baş kin û şev jî baş dirêj û tarî bibin. [5 demir_soregule] Hîna ne qeşa ketibû, ne jî berfa pêşî. [6 demir_soregule] Lê gava rojê carnan serê xwe bi şermokî di nav ewran re derdixist, ji rengê wê yê çilmisî û dûrbûna wê xuya dibû ku zivistan nêzîk bûye, êdî li ser rojan e. [7 demir_soregule] Nema ne tu germ û ne jî tu tahm tê de mabû. [8 demir_soregule] Êdî wek rohniyeke ji dûr ve bû, wek stêrikeke mezin bû. [9 demir_soregule] Dinyê zûtir di vê yekê derxistibû; piraniya daran gihabûn ku pelên xwe zer bikin û biweşînin. [10 demir_soregule] Gava ba radibû, hin ji ên mayî jî bi ber diketin û diweşiyan. [11 demir_soregule] Di bin nigên mirov de dibû xişt xişta wan û mirov ji rewşa dinyê haydar dikirin. [12 demir_soregule] Êdî payîza pîr bû. [13 demir_soregule] Dinyê, xwe ji rojên dijwar re kar dikir. [14 demir_soregule] Jîna sirûştê sist bûbû, êdî wek lebat û nerînên pîreke sedsalî bû. [15 demir_soregule] Lebata wê bi hêdî û xemgînî bû, wek a bedeneke extiyar û westiyayî bû. [16 demir_soregule] Wek ku dinya ji ber kul û kovan û xemên bi jan û êş, bêdeng rawestiyabû. [17 demir_soregule] Lê jîn û lebata mirovan bi xwe, hîna jî wek berê bû, hîna jî geş û germ bû, li gor darê havînê bû. [18 demir_soregule] Êvara rojeke wilo, ji rojan şemî bû, şahiyeke dîn û jîndar li saloneke ji hezar salonên bajarê Stockholmê li dar bû. [19 demir_soregule] Dinya sayî bû û baş hênikbû. [20 demir_soregule] Stockholm mest û geş bûbû. [21 demir_soregule] Ezman bi stêrikan xemilî bû. [22 demir_soregule] Li hêla bakur her heftên Ursa Mayor -bi navê din Hirçê- diçirisandin. [23 demir_soregule] Lebata bayekî nerm û dilovan di hewayê de hebû. [24 demir_soregule] Jîn û seyran xweştir dikir. [25 demir_soregule] Gazin jê nedibûn. [26 demir_soregule] Ber derî û hewşa avaniya bilind, ji mêvanên şevê yên ku nû dihatin dagirtî bû. [27 demir_soregule] Bi koman hildikişiyan salona şahiyê. [28 demir_soregule] Lê li wir, dîlanê ji zû ve dest pê kiribû, bi awayekî dîn geriyabû û her ku diçû mezintir dibû. [29 demir_soregule] Wê êvarê, mêvanan, ji xêrê re hinekî zêde kêf dikirin û dikeniyan. [30 demir_soregule] Xwedê dizane, ji zû ve mecala kêfê û dilgeşiyeke wilo nedîtibûn, buhurtibûn. [31 demir_soregule] Şeveke bêhempa bû, ne wek tu şevên din bû, pir guhertî û şa bû. [32 demir_soregule] Ne şeva pîrozkirina tiştekî taybetî bû. [33 demir_soregule] Ji dekorasyon û birêvebirina wê jî xuya dibû ku ne fermî bû. [34 demir_soregule] Hew şeva şahiyê bû, ji bo xweşkirina dilan bû. [35 demir_soregule] Tiştê ku di salonê de serdest bû, dilgeşî û azadiyeke mirovane û bêhempa bû. [36 demir_soregule] Xwarin û vexwarin jî hebû. [37 demir_soregule] Hinan ji mêvanan bi malbatî bîra, şarab û tiştên din vedixwarin û heta ku ji wan dihat kêf û ken li xwe pirtir dikirin, dil û canê xwe geştir dikirin. [38 demir_soregule] Li hêla din, dengbêjan klam û tembûrvanan jî tembûr xweş dikirin, dîlan xweş digerandin. [39 demir_soregule] Mêvan dilgeş û dilşa bûn. [40 demir_soregule] Dengê dîlanê di salonê hilnedihat; şeva ker li derve jî hildiweşand, şiyar û geş dikir. [41 demir_soregule] Zarok, pîrek, zilam û naşî di dîlanê de tev li hevdu bûbûn, xwe li ba dikirin û dihejandin. [42 demir_soregule] Qîz û xortan di orta dîlanê de mil dabûn hevdu û dîlan xurttir dikirin. [43 demir_soregule] Geh dadixistin û geh jî radikirin. [44 demir_soregule] Geh bi pêş ve dianîn û bi nigan diçûnê, û geh jî vedikişiyan û xet rast dikirin. [45 demir_soregule] Dengê ken û kêfê bilindtir dikirin û digihandin hemû guh û dilan. [46 demir_soregule] Em hemû wek xwe dilgeş dikirin. [47 demir_soregule] Em tev zarokan li ser hev, pêncsed kes hebûn. [48 demir_soregule] Gelekan hemû kul û xemên xwe ji bîra kiribûn û kurmên salan ji xwe dadiweşandin. [49 demir_soregule] Dîlan, carnan jê, gelekî mezin dibû. [50 demir_soregule] Şev û şahiyên Kurdan wilo ne û gelek ji mêvanan bi malbatî ne, dîlan ji dil û can in. [51 demir_soregule] Ew dera ku Kurdan, dîlan, ken û dilgeşî wek dema agirê hêtûnekê bi gurînî lê diçe, bi heraret lê lidar xistibûn, ne restaurantek bû, her rojê ne wilo bû, lê cîhekî ji bo tiştên wilo jî bû, cîhekî bedew bû. [52 demir_soregule] Saloneke baş mezin bû. [53 demir_soregule] Îdara çandî ya bajêr xwediya wir bû. [54 demir_soregule] Kê bixwesta şahiyên xwe li wir bikin, karibûn wir bigirin, li gor dilê xwe bixemilînin. [55 demir_soregule] Dikeke wir a ji bo pêşkêşkirinên şanovanî û musîkî hebû. [56 demir_soregule] Perdeyeke sor xwe ji jor ve, nuvaze bi du teniştên wê ve berdida heta jêr. [57 demir_soregule] Spehîbûneke bêhempa dida wir. [58 demir_soregule] Gava hewa ji ber bayê ku di pacan re di-hat û lê dixist, ya jî gava hin di ber re diçûn û ew hêdîka dihejandin, pêl ji jêr ve lê diketin, bi jor ve hildikişiyan û hêdî hêdî wenda dibûn. [59 demir_soregule] Herdu dîwarên du teniştên salonê û mirêka li pişt mêvanan, bi berhemên hunerî xemilandî bûn. [60 demir_soregule] Her berhemekê, li gor xwe nîşaneke serbilindiya dewlemendiya jînê û çanda mirovatiyê bû û spehîbûneke hunerî ya cuda bû. [61 demir_soregule] Gava mirov nû diket wir, êdî mirov bilindî, xweşî, estetîk û dewlemendiya jînê bi çavên serê xwe didît. [62 demir_soregule] Li ser dîwarê tenişta rastê, peykerên her babet karmendan hebûn; bi bêr, das, bivir, çakûç û melhêb bûn. [63 demir_soregule] Dadgêr û mamoste û xwendevan jî bi pirtûk bûn. [64 demir_soregule] Li tenişta çepê jî, peykerên pîrekên tazî hebûn. [65 demir_soregule] Hin ji wan tenê bûn, raketî bûn û spehîbûna pîrekî, di huner de radixistin rastê. [66 demir_soregule] Hin ji wan jî bi ber û zarok bûn. [67 demir_soregule] Ew tiştikên biçûk û şêrîn, bi pûteyî girtibûn ber himbêza xwe ya `germ û nerm` û diyar dikirin ku pîrek ji destpêkê ve dêya mirovan in, kaniya hezkirinê û jînê ne. [68 demir_soregule] Yekê ji ên paldayî, şerbikekî avê, ya jî belkî yekî şarabê bû, girtibû ber himbêza xwe û mirov gazî xweşiyên jînê dikir. [69 demir_soregule] Li ser mirêka pişt mêvanan, heta texma rasta serê mirovan, seranser bi wêneyekî jînê hatibû xemilandin. [70 demir_soregule] Renga reng bû. [71 demir_soregule] Her babet kar û lebata ji bo jînê û mirovên ku wan karan û wê lebatê dikin û bi rê ve dibin, tê de hebûn. [72 demir_soregule] Karkir, gundî, dadgêr, doktor, pîrik, leşker, siyasetvan, mamoste û xwendevan bûn. [73 demir_soregule] Wêneyê jîneke geş û dewlemend bû. [74 demir_soregule] Xuya bû ku aşîtiyeke ji xeterê dûr li wir lidar bû. [75 demir_soregule] Aşxaneke wir hebû. [76 demir_soregule] Deriyê wê, ji wê mirêka ku bi wêneyê jînê xemilandîbû, vedibû. [77 demir_soregule] Ne ji bo çêkirina xwarina pir, a şahiyên wilo mezin bû. [78 demir_soregule] Ji bo a siviktir û heger ku biqewimiya, servîskirina xwarina pirtir bû. [79 demir_soregule] Sê deriyên mezin ji salonê, ji dîwarê tenişta rastê vedibûn salona pêş. [80 demir_soregule] Salona pêş, ji ber deriyê pêşî dest pê dikir û dirêj dibû heta rasta dawiya salona mezin. [81 demir_soregule] Li wir, li ber deriyê salonê yê yekem û yê ku ji derve tê wir, bareke vexwarinê jî hebû. [82 demir_soregule] Gava pewîstî pê derbiketa, bedew bû. [83 demir_soregule] Wek herfa »L« bû. [84 demir_soregule] Gava şahiyên wilo mezin bi dengê dilgeşiyê yê bilind li salona mezin digeriyan, ew der bêdengtir bû. [85 demir_soregule] Wê şevê jî wilo bû. [86 demir_soregule] Hin ji mêvanan li wir li ser nigan rawestiyabûn û ya qise dikirin, ya jî bîra vedixwarin. [87 demir_soregule] Salona ber wê barê, ji ber gelek sedeman vala nedima. [88 demir_soregule] Hin jê nû dihatin, hin jê ji bo kişandina çixarê derdiketin, hin jê li hevdu sekinîbûn û diaxivîn û hin jê jî dihatin, vexwarin ji xwe re dikirîn û dîsa diçûn. [89 demir_soregule] Ez ji bo kirîna bîra çûm ketim dorê. [90 demir_soregule] Ji xwe çîroka ku ez ê bibêjim, li wir dest pê kir. [91 demir_soregule] Li ber barê, li aliyê çepê zilamekî navser, ji sisyan pareke porê wî sipî bû, dor sîh û pêncan, çilî bû- wek çend kesên din rawestiyabû û bîra vedixwar. [92 demir_soregule] Hîna pir hindik ji bîra di destê xwe de vexwaribû. [93 demir_soregule] Tenê bû. [94 demir_soregule] Ji rewşa wî, eşkere xuya dibû ku ne serxweş bû. [95 demir_soregule] Nû hatibû û ji bo vexwarina bîra li wir rawestiya bû. [96 demir_soregule] Piştî ku gulpek bîra vexwar, di ser stûyê xwe re fitilî, hinekî nerî û dîsa li ber xwe nerî, dîsa bîra xwe hilda û kir ku hinekî din jê vexwe. [97 demir_soregule] Lê gava devê xwe xist qedeha xwe, ji nifşkê ve wek ku li pişt xwe hinên ku qet texmîn nedikir bibîne, dîtibûn, veciniqî û xiroşa şiyarbûna ji metel mayinê girt ser rûyê wî. [98 demir_soregule] Awir tûj kirin û bi lezê dîsa li pişt xwe zîvirî û nerî. [99 demir_soregule] Li wir zilam, pîrek, ciwan, mezin û zarok hebûn. [100 demir_soregule] Ne diyar bû bê li kê dinerî. [101 demir_soregule] Lê piştî ku bîstikekê bi baldarî li wir nerî, awira xwe dîsa anî ber xwe. [102 demir_soregule] Serê xwe hêdîka berda ber xwe û bi awayekî dilşkestî hejand û bi dû re jî kesereke kûr veda, rîh û çena xwe mist da. [103 demir_soregule] Hinekî wilo ma û bi dû re destê xwe yê çepê kir nav porê xwe yê dirêj û ji ser eniya xwe bi paş ve avêt û dîsa berê xwe da wir, dîsa li wir nerî. [104 demir_soregule] Wê carê baş nerî. [105 demir_soregule] Ji rewşa wî û xetên rûyê wî xuya dibû ku îcar ji bo esehîkirinê dinere. [106 demir_soregule] Bi dû re qedeha di destê xwe de danî ser barê û çû li ber jineke ku zaroka xwe di himbêza xwe de dixist xewê, rawestiya. [107 demir_soregule] Jineke spehî bû, porê wê nîvzer û genimî bû. [108 demir_soregule] Çavşîn û şêrîn bû. [109 demir_soregule] Ew jî di temenê wî de xuyabû; belkî jî hinekî ciwantir bû. [110 demir_soregule] Jinik ecêbmayî mabû. [111 demir_soregule] Wek ku wê bîstika pêşî bi çavên xwe û dîtina wî qet ne bawer bû. [112 demir_soregule] Lê mêrik bi xwe, biryardar û bêşik xuyabû. [113 demir_soregule] Bi dilovanî dest bi axavtinê kir. [114 demir_soregule] Hevdu nas dikirin. [115 demir_soregule] Bê guman bû, naskirineke kevn bû. [116 demir_soregule] Min xwe nêzîkî wan kir û ez bûm guhdarê wan. [117 demir_soregule] »Êvara te bi xêr, tu çawa yî, ma tu min nas dikî« mêrik got û destê xwe dirêjî wê kir. [118 demir_soregule] Jinikê zaroka xwe avêt ser milê xwe, destê xwe xist nav destê wî û »Ooo, spas, êvara te jî bi xêr; wey li vê ecêba nedîtî... hewarê xweda, ma ez çawa te nas nakim malava. [119 demir_soregule] Ev çi bextiyarî ye xwedêyo! [120 demir_soregule] Wey li vê ecêbê!... ez ê li vir li te rast bihatima! [121 demir_soregule] Îro? [122 demir_soregule] Tu hew hinekî sipî bûye, lê tu wek berê yî. [123 demir_soregule] Ma ez ê çawa te nas nekim malava! [124 demir_soregule] Min bihîstibû ku tu jî li vir î. [125 demir_soregule] Ma tu jî li vî bajarî dimînî?« got. [126 demir_soregule] »Na, ez li bajarekî din dimînim, ez li vir mêvan im. [127 demir_soregule] Ez ji bo vê şahiyê hatime. [128 demir_soregule] Min qet texmîn nedikir... vaye îşev tu derketî pêşberî min« got û bi bextiyarî beşişî. [129 demir_soregule] Jinikê, wek ku bibêje »ma ev jî dê bibûya, min ê tu ji nû ve bidîta« serê xwe daxist ber xwe, bi jêr û jor de hêdîka hejand, bi dû re jî hinekî li dora xwe nerî û bi şik qeliqî. [130 demir_soregule] Wek ku ne li bendî dîtina wî bû. [131 demir_soregule] Çima bû, ew ne diyar bû, lê eşkere bû ku xwe ne di ewlehiyê de didît. [132 demir_soregule] Dîsa awira xwe bir ser çavên mêrik. [133 demir_soregule] Ji nû ve hat bîra wê ku divê destê xwe ji nav destê wî derxe. [134 demir_soregule] Destê xwe hêdîka ji nav destê wî kişand û serê xwe bi awayekî dilşkestî dîsa hinekî daxist û li ber xwe nerî. [135 demir_soregule] Lê ji lebata wê, ji kêf û kenê ku tenik girtibû ser dev û lêvên wê, xuya bû ku dixwest hinekî din jî li ba wî raweste, qet nebe çend gotinên din jî bibêje û li çendikan jî guhdarî bike. [136 demir_soregule] Êdî hinek bêzarî û poşmanî jî li rûyê wê xuya dibû. [137 demir_soregule] Serê xwe hilda û bi awirên lêkolîneran, bi pirsyardarî û hinekî jî bi bêzarî li mêrik nerî. [138 demir_soregule] Dû re »ka ji min re bibêje bê ma te çima wilo kir« got. [139 demir_soregule] Mêrik, bi dengekî xemgîn, »ne min wilo kir... felek xaîn bû... jîn wilo li serê me gerand û wilo bû« got û bê deng ma, li ber xwe nerî. [140 demir_soregule] Diramiya xuya dikir. [141 demir_soregule] Piştî ne bi gelekî, tavilê serê xwe hilda û bi bextiyariyeke wek deşta Mêrdînê bê serî û bê dawî, »tiştê çû, çû... nede dû tê gotin. [142 demir_soregule] Tu hîna jî delala min a bi tenê yî. [143 demir_soregule] Niha were... jîn niha ye... were em bigihijin miradê xwe... em dikarin niha bijîn...« got û dîsa rawestiya. [144 demir_soregule] Li jinikê dinerî. [145 demir_soregule] Jinik hinekî bi şik û tirs xuyabû, lê ew bi awayekî din bû. [146 demir_soregule] Ew ne wek wê bi şik û bi tirs bû, ew ne xemgîn bû. [147 demir_soregule] Ew bi hêvî bû, biryardar bû. [148 demir_soregule] Bextiyariyeke mezin bi giramgirî girtibû ser dev û lêvên wî. [149 demir_soregule] Qet venedişart. [150 demir_soregule] Pir birçiyê jinikê xuya bû. [151 demir_soregule] Û tiştê ku ji lebata wî dihat famkirin, ne birçîbûna wan salên dawî bû. [152 demir_soregule] Hinekî li dora xwe nerî û rengê wî tirş bû. [153 demir_soregule] Xuya dibû ku ji mirovên li dora xwe aciz bû. [154 demir_soregule] Dixwest ku wê bîstikê tenê bûna, bikarîba ew himbêz bikira û maçî bikira. [155 demir_soregule] Lê nedibû. [156 demir_soregule] Li pêş çavên hemû kesan nedibû. [157 demir_soregule] Êdî xetên rengê tirş di rûyê wî de kûrtir bûn. [158 demir_soregule] Lê gava berê xwe dîsa da jinikê, spehîbûna wê dîsa can da rûyê wî, ew rengê kereh ji rûyê wî çû. [159 demir_soregule] Dilgeşiyê, dîsa rengê xwe da rûyê wî. [160 demir_soregule] Xuya dibû ku tiştê dixwest bike, bi çavan dikir. [161 demir_soregule] Bi du awirên birçî, îcar jinik himbêz dikir, digivaşt, zirav dikir, dikir wek mûyekî û dixist dilê xwe. [162 demir_soregule] Ew di wir de ji ber hemû kesan vedişart û pê şa dibû. [163 demir_soregule] Bi awiran wilo dikir, lê bi dilê xwe jî dixwest ku wê bi rastî ji ber hemû kesan veşêre û bibe ji xwe re. [164 demir_soregule] Tavilê awira xwe hêdîka bi jêr de daxist û ji serî heta nigan li ser bedena wê gerand û dîsa hilda ser awirên çavên wê. [165 demir_soregule] Ew gelekî dixwest. [166 demir_soregule] Xwestina dilê xwe bi gotinan jê re tercume kir: »tu hîna wek berê spehî yî, tu wek berê ciwan û sor û kej î. [167 demir_soregule] Tu hîna wilo di dilê min de dijî. [168 demir_soregule] Carê ew spehîbûna te dihat ber çavên min û ez bi şevan û bi rojan dîn dikirim û dikuştim. [169 demir_soregule] Min tu caran tu ji bîra nekiriye û ez ê nekim jî. [170 demir_soregule] Min bihîstibû ku tu li van deran î; ev deh sal in ku ez li van deran, bajar bi bajar bi dû te de digerim, lê mixabin ez îşev nû te dibînim. [171 demir_soregule] Çi qasî baş e ku ez îşev hatim vir û li te rast hatim. [172 demir_soregule] Ez naxwazim te dîsa wenda bikim. [173 demir_soregule] Ez hîna wek wê roja pêşî, wê roja ku ez û tu bi gotinên zimanê evînê ên pêşî, ên herî nerm û germ dibûn hêsîrên dilê hevdu, ji te hez dikim. [174 demir_soregule] Wer e, bibe a min, em îşev...« [175 demir_soregule] »Ax ka raweste.... ka raweste!... bes bibêje... na ezîzê min, bes bibêje, êdî nabe. [176 demir_soregule] Ne ku ez jî naxwazim, lê nema dibe. [177 demir_soregule] Bawer be ez jî wek roja pêşî dixwazim, lê ez dîsa bi mêr im û zarokên min hene; ez ê çawa dev ji wan berdim? [178 demir_soregule] Em dereng ketine, nabe« jinikê gotina wî qut kir û pêşî bi hêrs û bi dû re dîsa bi nermî got. [179 demir_soregule] »Ne dereng e, min tu û zarokên te hemû divin... were bibe a min... ne dereng e...« [180 demir_soregule] »Nema dibe ezîzê min, ez dîsa bi mêr im, em dereng ketine, êdî nema dibe.« [181 demir_soregule] Bi wê bersivê re, xemgîniyeke qalind girt ser rûyê wî. [182 demir_soregule] Çirûskên dilgeşiya dilê wî, nema karîbûn tê re derbas bibin û biçirisin. [183 demir_soregule] Ji xwe ji rewşa wî xuya dibû ku êdî pê re nema bûn. [184 demir_soregule] Qet venedişart ku dilgeşî û ken û bextiyariya di nava wî de mirine û nema karin di rûyê wî re bidin der. [185 demir_soregule] Xemginiyeke kereh, hişk û bi gincir li cîhê wan bejin dabû û mabû. [186 demir_soregule] Biryardarî ji ramanên wî derketibû, şikê û bêzariyê li wir reh berdabûn. [187 demir_soregule] Ji nû ve îcar li zaroka li ser milê wê nerî, ji nû ve dît ku delala wî bi rastî jî a hinên din e. [188 demir_soregule] Dîsa êşeke dîn li kamaxê dilê wî rabû pîkolê û bi lapûşkên bi xwîn zîvar zîvarî dikir. [189 demir_soregule] Devê birînan qelaşt û xwe berda nav goşt û canê bedenê. [190 demir_soregule] Xwe zû bi xwînê re gihand hemû deveran. [191 demir_soregule] Di rûyê wî re xuya bû. [192 demir_soregule] Êdî bûbû wek çiyayekî ku agirekî dîn hemû tiştên ku berê lê hebûn şewitandibûn. [193 demir_soregule] Ne jîn û ne jî hêvî lê mabûn. [194 demir_soregule] Rengê êşê, xemgîniya reş û kovana kereh girtibû ser rûyê wî. [195 demir_soregule] Milên wî daketî bûn. [196 demir_soregule] Gelo ji ber giraniya çiqase êşê û a çend salan bû. [197 demir_soregule] Wî û xwedê tenê ew yek zanîbûn. [198 demir_soregule] Dilê tije êş û kulên giran, êdî nîvkuştî bi sêpiya sêng û milên wî ve daliqandî bû. [199 demir_soregule] Xweş tê bîra min, îcar, herduyan bêdeng li hevdu dinerîn. [200 demir_soregule] Bi kêrên tîrêjên awirên xwe, hêviya di dilê hevdu de dikuştin, rengê dilgeşiya li ser rûyê hevdu dikolan û diavêtin. [201 demir_soregule] Xemgîniya kereh wek dîwarekî ji pola dora wan girtibû. [202 demir_soregule] Dengê klama jîna dinya geş ji ser wan birîbû. [203 demir_soregule] Herduyan, di wê bêdengiya ker de, hinekî li hevdu nerîn, dû re awirên xwe hêdî hêdî ji ser hevdu birin jêrtir, birin ber nigên xwe û li ber xwe nerîn. [204 demir_soregule] Êdî li wan nigên xaîn ku demekê ji deman ew ji hevdu bi dûr xistibûn, dinerîn. [205 demir_soregule] Ne pir bi dostanî dinerîn. [206 demir_soregule] Tiştê ku xuya dibû, li wir, pirt pirta hêviya wan bû, diperpitî, di sikrata mirina reş de bû. [207 demir_soregule] Didîtin. [208 demir_soregule] Lê taqeta wan a xelaskirina wê tune bû. [209 demir_soregule] Jinikê, carekê duduyan serê xwe rakir, wek ku dixwest tiştin din jî bibêje, lê nedigot. [210 demir_soregule] Kesereke kûr vedida û serê xwe dîsa berdida ber xwe. [211 demir_soregule] Cara duyem serê xwe baş hildabû, rohniyê rast dabû rûyê wê; xuya bû ku du lib hêsir li ser herdu hinarkên wê diçirisin. [212 demir_soregule] Bi xemgînî digindirin ser dev û lêvên wê. [213 demir_soregule] Serê xwe, bi qasî ku tu kes nikaribin bibînin ku hêsir ji çavên wê diherikin, tewand nav bêdengiya ku wê û mêrik ava kiribûn û bi serê tiliya xwe ya girdê, bi dorê ji bin herdu çavan zuwa kirin. [214 demir_soregule] Bi dû re, tavilê serê xwe hilda û ji mêrik re got »tika dikim, bila dilê te ji min nemîne... ez dixwazim tu bizanibî ku heta ez li dinyê sax bim, tu delalê min î... heta ku ez sax bim, tu li ser textê dilê min î... heta ku ez sax bim, ez ê te ji wir danexim, ez ê wir ji tu kesên din re vala nekim... heta ku ez sax bim, ew der hew cîhê te tenê ye... ez tu kesên din dernaxim ser wir... lê nema wekî din dibe!.. tika dikim... niha, êdî pir dereng e«. [215 demir_soregule] Mêrik, bi dû re, bi dengekî xemgîn, »ev îsal bîst sal in ku ez li te digerim. [216 demir_soregule] Dilê min ê reben hîna tenê ye, tu heval û hogir nedîne. [217 demir_soregule] Ez li bendî te bûm. [218 demir_soregule] Ax! [219 demir_soregule] Ez ji bo te û bi dû te de ji mirinê vegeriyam, lê ez qet ne poşman im. [220 demir_soregule] Ez karim îro dîsa bikim. [221 demir_soregule] Hîna tu tiştek ji hezkirina ku wî çaxî ketibû dilê min, kêm nebûye. [222 demir_soregule] Kul û kovana bejina te, a wan çavên te yên wek bahra Wanê, a dev û lêvên te yên hingivî, hîna wek pizotên êgir di nava min de ne, sar nebûne. [223 demir_soregule] Min her dişewitînin. [224 demir_soregule] Ev îsal bîst sal in ku ez bi xeyala spehîbûna te dijîm û hîna hilm û bêhna te li ber pozê min e. [225 demir_soregule] Ax, min dilê xwe xweş dikir û digot, saeta ez wê bibînim, wê destê xwe bide min û bi min re bê çi devera ku ez bixwazim. [226 demir_soregule] Lê vaye nabe. [227 demir_soregule] Madem ku wilo ye, heta ku tu zarokên xwe mezin bikî, ji nû ve were bibe a min. [228 demir_soregule] Ez ê kul û hesret û hezkirina te û wan çavên şîn, bîst salên din jî di nava xwe de hilînim û li bendî te bimînim... heta ku em careke din hevdu bibînin... vaye vê carê jî nebû... niha, êdî di xweşiyê de bimine delala min... bi xatirê te!« got û sivik jê vekişiya. [229 demir_soregule] Êdî pir eşkere, dilşkestî xuyabû. [230 demir_soregule] Ser di ber de û mil daketî bû. [231 demir_soregule] Dilê xwe yê nîvkuştî li ser darbesta ji piça hêviya xwe ya mayî kir û bêyî ku li bendî bersivekê raweste, bi gavên sivik di derî re derket û çû. [232 demir_soregule] Jinik li wir bêcan û bêlebat mabû. [233 demir_soregule] Xwîna wê di bedena wê de sar bûbû. [234 demir_soregule] Kela girî wek pîvazeke malikşewitî di qirika wê de mabû. [235 demir_soregule] Ne diçû xwar û ne jî derdiket derve. [236 demir_soregule] Nema ne karîbû nefesa xwe bigire û ne jî berde. [237 demir_soregule] Hişê wê ji serê wê çûbû. [238 demir_soregule] Zingîn ji hundurê serê wê dihat, wek kewareke mêşan bû. [239 demir_soregule] Tu tiştek ji hevdu dernedixist. [240 demir_soregule] Êdî di dilê wê de ku jîn sekinîbû. [241 demir_soregule] Ne tu dinya û ne jî tu mirov li dora wê hebûn. [242 demir_soregule] Her tişt xelas bûbûn û miribûn. [243 demir_soregule] Heta ku mêrik ji ber çavan ket, bi hesret û kovan bi dû de nerî. [244 demir_soregule] Çû. [245 demir_soregule] Êdî xeyala wî tenê li ber çavên wê mabû. [246 demir_soregule] Diramiya. [247 demir_soregule] Ma gelo xewnek bû! [248 demir_soregule] Ya na, çawa dikarîbû wilo bibe! [249 demir_soregule] Çawa dikarîbû dîsa wî bibîne û dîsa wenda bike! [250 demir_soregule] Çawa dikarîbû bi a dilê xwe neke û pê re neçe! [251 demir_soregule] Dor deqîqakê wilo di cîhe xwe de bêlebat ma, hêsir ji ser hinarkên xwe zuwa kirin û di ber xwe de »hewarê xwedêyo... tu hinekî alîkariyê bi min bike... tu hinek hêza jînê têxe bedena min... min dîsa neke ew hêsîr û ew bendewara berê« got û ji wir çû hundur. [252 demir_soregule] Dihejiya, dişewişî û çû wî cîhê ku dîlan wek hespekî kovî lê rabûbû ser herdu nigên dawî û qêrînên dilgeşiyê didan. [253 demir_soregule] Li wir, xelk bi kêfê û bi dîlanê daketibûn. [254 demir_soregule] Li wir girî û bêrîkirina dildaran, êşa birîndaran, bêzariya bêzaran û jan û xemginiya ku ji ber gelek sedemên din dikare bigire ser dilan, hemû ji bîra kiribûn. [255 demir_soregule] Xanî, bi hêza dilgeşiya jînê dihejandin. [256 demir_soregule] Deng û kenê dilgeşiya dilan, di wê salona mezin hilnedihatin, êrîşî nav bêdengiya derve dikirin. [257 demir_soregule] Rewşeke gelekî balkêş bû. [258 demir_soregule] Tiştên ku herdu rebenan ji hev re gotin jî wilqasî balkêş bûn. [259 demir_soregule] Evîneke têkçûyî ew wilo hejar û dilkovan kiribûn. [260 demir_soregule] Bi salan êşa evînê kişandibûn. [261 demir_soregule] Dilê min hinekî bi wan şewitî, min serê xwe berda ber xwe û ji xwe pirsî bê ma kul û êş di jînê de, têkçûn û bêmiradî di evînê de misoger in. [262 demir_soregule] Pêşî çîroka Memo û Zînê û hema bi dû re jî a Siyamend û Xecê hat bîra min. [263 demir_soregule] Ez hinekî di wan ramiyam. [264 demir_soregule] Min dît ku tiştên wilo dibin. [265 demir_soregule] Ew jî mirov in. [266 demir_soregule] Çîroka evîna Xwedaya spehî, Kalypsoyê hat bîra min. [267 demir_soregule] Di nava deryan de, li giraveke xamoş dima. [268 demir_soregule] Ne rêya tu xwedayên nemir pê diket û ne jî a tu mirovên dinyayî. [269 demir_soregule] Tik û tenê bû. [270 demir_soregule] Lê rojekê ji rojan, qedera Odysseusê dinyayî ew avêt wir. [271 demir_soregule] Ji ber xezeba Zeus, ji nav pêlên deryan filitîbû. [272 demir_soregule] Kalypsoyê ew kir mêvanê xwe, jê hez kir, xwest ku wî bike mêrê xwe û yekî ji nemiran. [273 demir_soregule] Heft salan ew li ba xwe girt, di qesir û konaxên xwe de hilanî û danî, ew bi hingivê xwedayî xwedî kir û ket himbêza wî, lê miradê wê neçû serî. [274 demir_soregule] Ne wî jê hez dikir, ne jî Zeus razî dibû. [275 demir_soregule] Êdî ew efû kiribû. [276 demir_soregule] Sala heştan Zeus, Hermesê egît, ew Xwedayê ku Argos kuştibû şand ser û jê xwest ku wî berde, wî zû bişîne welatê wî. [277 demir_soregule] Nedibû ku li fermana wî guhdarî neke. [278 demir_soregule] Kalypsoyê, bê dilê xwe ew mêvanê ezîz kar kir, şand û dîsa li girava xwe ma tenê. [279 demir_soregule] Ez di kul û êşên jînê ramiyam. [280 demir_soregule] Çîroka Helena spehî hat bîra min. [281 demir_soregule] Êşên ku didan dilê wê, wek ên birînên heft rim û heft tîran bûn. [282 demir_soregule] Hêsirên çavên wê, wek ava du çeman bûn. [283 demir_soregule] Kulên di nava wê de, bi qasî heft çiyan bûn. [284 demir_soregule] Pêlên bêrîkirina ku bi şev û rojan li dilê wê dixistin, wek ên ser dozdeh deryan bûn. [285 demir_soregule] Keça xwedayê mezin bû, lê ew jî însan bû. [286 demir_soregule] Çîroka Thetîsa nigzîvîn hat bîra min! [287 demir_soregule] Xwedayeke deryayî bû. [288 demir_soregule] Di şkeftên zêrîn ên binê deryan de xatûna refên periyan bû. [289 demir_soregule] Lê Zeus rojekê ew da Peleusê dinyayî. [290 demir_soregule] Piştî ku Akhîleus jê re anî, dîsa şand binê deryan. [291 demir_soregule] Tiştê ku hatibû serê wê, bextreşiyeke mezin bû. [292 demir_soregule] Her demê dilê wê şkestî bû, bêzar bû û li ber xwe diket. [293 demir_soregule] Çawa ew xwedayeke nemir bû û Zeus ew dabû yekî dinyayî. [294 demir_soregule] Bi dû re lawê wê mezin bû û diçû şeran. [295 demir_soregule] Egîtê herî spehî û xurt bû ji Akhayan, lê zanîbû ku wê rojekê bê kuştin. [296 demir_soregule] Jê ve xuyabû. [297 demir_soregule] Ew jî kuleke din bû. [298 demir_soregule] Min ji xwe bi xwe re, evîn û jîn wilo ne, tije kul û êş in, got. [299 demir_soregule] Min ji ber vê yekê herdu rebenên li şeva Stockholmê, hêdî hêdî ji bîra kirin. [300 demir_soregule] Ez neketim dû çîroka wan. [301 demir_soregule] Lê li gor ku dû re hat bihîstin, piştî wê şeva şahiyê bi şeş mehan, îcar hevdu revandin û piştî revandinê bi mehekê jî, li jêra Norweçê, li kêleka Atlantîkê, di tirimpêlekê de hatin dîtin. [302 demir_soregule] Du namên kin di nav passaporta jinikê de hebûn. [303 demir_soregule] Yek ji wan li ser navê herduyan bû, ji hemû kesan re bû, eşkerekirina dilgeşiya gihiştina miradê wan bû. [304 demir_soregule] A din jî li ser navê wê tenê bû. [305 demir_soregule] A li ser navê herduyan, »Bila dil bi dil be, bila jîn hew meheke kin be« bû, a wê bi xwe jî, »Zarokên min, ez ji we hez dikim, min zû ji dilê xwe neavêjin. [306 demir_soregule] Çaxê hûn mezin bibin, hûn ê min fam bikin û efû bikin. [307 demir_soregule] Belkî rojekê ev çîrok jî ji serî ve ji we re bê gotin. [308 demir_soregule] Lê çawa jî be, hûn ê min efû bikin. [309 demir_soregule] Ez her aliyekî rûyê we, hezar caran maç dikim. [310 demir_soregule] Bi xatirê we« bû. [311 demir_soregule] Wilo bû. [312 demir_soregule] Ma gelo eşqa malikşewitî çi nayne serê xelkê! [313 demir_soregule] Ez ji nû ve ketim dû bûyerê û min lê kola. [314 demir_soregule] Agahdariyên balkêş ketin destên min. [315 demir_soregule] Mêrik dixwest çîroka klama du bajaran binivîse. [316 demir_soregule] Tiştê ku ez jê derdixim, piştî wê şeva şahiya li Stockholmê dest pê kiribû. [317 demir_soregule] Li gor şema ku çêkiribû, wê çîrok, romanek bûya. [318 demir_soregule] Destpêka romana wî wilo bû: [319 demir_soregule] »1 [320 demir_soregule] Klameke li ser du bajaran [321 demir_soregule] »Hey lo dilo hey lo dilo hey lo dilo, ji ser ve sax o ji bin ve kul o« [322 demir_soregule] Deşta Mêrdînê, deşteke bi nav û deng e; buharan bi xeml e û bi reng e. [323 demir_soregule] Gava mirov ji Mêrdînê lê dinere, spehîbûneke bêhempa ye û heta ku çav bikaribin bibînin, ew heye. [324 demir_soregule] Li jêra mirov deşt, li jora mirov jî ezmanekî şîn heye. [325 demir_soregule] Herdu bi qasî hevdu ne, wilo xuyane. [326 demir_soregule] Herdu bi hevdu re pan dibin, fireh dibin û heta ku ji ber çavan wenda dibin diçin. [327 demir_soregule] Li cîhekî dûr, li dera ku jê re aso tê gotin, li wê dera ku mij û moran heye, ezman daketiye, serê xwe di deştê çikandiye; ya jî, deşt bi xwe bi ezmanê şîn ve hilkişiyaye û serê xwe daniye ser kaba wî û xewa ku ji hezar salan de maye dike. [328 demir_soregule] Li wê dûrê, li wî cîhê ku mij û morana gewr bejin dide, deşt û ezman dibin yek. [329 demir_soregule] Li wir, êdî ne eşkere ye bê kîjan li ku ye û ji ku hata bi ku ye. [330 demir_soregule] Li wir, aso pahn e û fireh e; xwe wek perdeke tul ji ezmên, bi ser deştê de berdaye. [331 demir_soregule] Li ber bayê tenik pêl lê dikevin û dilîze. [332 demir_soregule] Pir spehî ye. [333 demir_soregule] Ên ku heta niha ew dîmen nedîne, bêguman ji dîtina spehîbûnekê bêzîn mane. [334 demir_soregule] Nav û dengê deşta Mêrdînê li çar aliyên welêt hatiye bihîstin, ji gelek klaman û çîrokan tê zanîn bê çawa ye û bi çi rengî ye. [335 demir_soregule] Bi gelek awan hatiye pesinandin û nasandin. [336 demir_soregule] Lê dîtina bi çavan, tiştekî din e. [337 demir_soregule] »Hey lo dilo hey lo dilo hey lo dilo, [338 demir_soregule] ji ser ve sax o ji bin ve kul o« [339 demir_soregule] Dengbêjekî navdar di klama xwe de »beriyeke dûz e, pozê qerejdaxa şewitî bi ser de xûz e« dibêje. [340 demir_soregule] Lê yekî din gotiye, »hunermendê hêja, tu rast dibêjî, lê ne hew wilo tenê ye. [341 demir_soregule] Heger hew wilo tenê be, tirsa min ji wê tirsê ye ku wê klam kêm be. [342 demir_soregule] Bajarê Mêrdînê jî heye. [343 demir_soregule] Deşt li jêr e, ew li jor e; xwe li berojê kelehê pêçaye; kelehê, di nav bajêr re serê xwe hildaye, »bilind e, raserî hemû deveran e«. [344 demir_soregule] Navê wê, Keleha Mêrdînê ye, ew ne xûz e, ew bi awayekî din e; ew wek memika delala min e... ew wek yeke dema ku şazdehên me li ser çûnê bûn û êdî serê huvdehên me xuya dikir e... wî çaxê ku di bin kirasê hevrêşim de xweş serî hildabûn û mêrkuj bûn, wî çaxê ku bi nazdarî ji min re gotibû »na ezîzê min, tika dikim niha bi wan nelîze«, wî çaxê ku sal nû zîvirîbû huvdehan, êdî bi carekê re ew ji ber çavên min wenda kiribûn... Keleha Mêrdînê ne xûz e; ew li qeraxa deştê, di sênga rêza çiyan de, di bin ezmanê şîn re, wek yekê ji wan e, wilo nuwaze bilind dibe; bajarê Mêrdînê, xwe wek destekî bi hesret lê pêçaye û maye. [345 demir_soregule] Heta dema ku xortanî gewr jî bû, çi gava min didît, wilo dihat ber çavên min û dihat bîra min ku destên min, bi wî maqamê xwelêpêçana Mêrdînê, hîna bi hesreta wan in. [346 demir_soregule] Lê ev îro deh sal in ku çavên min wê xweşiyê nabînin û ez nizanim bê wê kengî bikaribin bibînin jî«. [347 demir_soregule] »Hey lo dilo hey lo dilo hey lo dilo, [348 demir_soregule] ji ser ve sax o ji bin ve kul o« [349 demir_soregule] Ax! [350 demir_soregule] çiqasî xweş gotiye! [351 demir_soregule] Bawer bin wilo ye. [352 demir_soregule] Gotineke tenê ne kêm û ne jî zêde ye. [353 demir_soregule] Û ma kî ne xwediye serpêhatiyeke wilo ye! [354 demir_soregule] Rastiya di nava xwe de gotiye. [355 demir_soregule] Dibêjin ku hunermendiya klaman û gotinên xweş, hunermendiyeke kevnar e. [356 demir_soregule] Lê heger gotin xweş bên gotin, heger gotin rastiyê bibêjin û heger gotin bikaribin wek rastiya xwestina di dil de, dil bişewitînin, bikaribin rivînên agirê hesretê ji çar aliyan ve bi bedenê bixin, pêlên bêrîkirinê di dilan de rabikin û hêsiran ji çavan bibarînin, ya jî heger wek tama jînê û ava kaniyan, hênik, zelal, nerm û xweş bin, heger bikaribin dilan geş bikin û bikenînin, çi bin bila bibin, hunermendiyeke delal û nûjen ava dikin. [357 demir_soregule] Wilo ye, bê guman wilo ye... divê klam xweş bên gotin. [358 demir_soregule] Gotinên hunermendan nikarin wek dema nokên hişk birijin sêlê bin. [359 demir_soregule] Divê ji rastiyê bên û rastiyê li rastê raxin. [360 demir_soregule] Divê xweş bên gotin û bihîstin. [361 demir_soregule] Klam wilo hatiye gotin. [362 demir_soregule] Camêr rastiya di nava xwe de, bi hunermendiyeke azad, bi hesreteke mezin gotiye. [363 demir_soregule] »Hey lo dilo hey lo dilo hey lo dilo, ji ser ve sax o ji bin ve kul o« [364 demir_soregule] Deşta Mêrdînê, ji berê de warekî bi nav û deng e, buharan bi bêhn e û bi reng e. [365 demir_soregule] Rê di wir re diçûn Bexdayê û Hindê, di wir re vedigeriyan Amedê û Stenbolê. [366 demir_soregule] Gelek navdaran, leşkerên seferê û kerwanên bazirganiyê rêya xwe pê xistine. [367 demir_soregule] Hinan lê danîne û mane, hin jî hatine û tê re buhurîne. [368 demir_soregule] Warekî bi xêr û ber e û nêzîkî hemû deveran e. [369 demir_soregule] Dibêjin ku rêya dehhezar çekdarên Yûnaniyan jî, dema ji Atînayê meşiyane ser Şahê Îranê, bi wir ketiye. [370 demir_soregule] Dema ku bi tûjbûna devê şûran û hêza leşkerên giran ol û îman dihat belavkirin, gelek hezret bi xwe jî heta wir hatine, lê jê û pê ve rê nedîtine. [371 demir_soregule] Dibejin ku Zembîlfiroş jî hatiye û konê xwe li wir daniye... li wir li ber çavên Xatûnê ketiye û dilê wê bi tîra kevanê evînê birîndar kiriye. [372 demir_soregule] Wê deştê çi diye û çi nediye. [373 demir_soregule] Li rojavayê wê, xuşka wê, deşta Heranê heye. [374 demir_soregule] Li aliyê din, li hêla rojhilat, gir û newalên Cizîra Botan, walatê Mem û Zînê û Mîran, bi şermokî dest pê dikin û serê xwe hildidin. [375 demir_soregule] Li hêla aliyê bakur jî, rêzeke çiyan heye; hin jê serberjêr dibin heta wir û li wir êdî wek çemekî ku li deryake ji qumê rast bê û biçike, wenda dibin û hin jê jî wek dîwarekî ku dixwazin hênikaya zozanan û belekên berfê ji xezeb û germa Sahra Ereban biparêzin, li dirêjayî, ji seriyekî heta seriyê din, nuwaze bejin didin û diçin. [376 demir_soregule] Hin jê, wek suwariyên şerên çaxên kevnar ku li erdeke rast êrîş biribin ser kozikên dijmin û li ber kozikan tev hespên xwe likumîbin erdê ne û hin jê jî, wek ku bi hemû hêza xwe li hemberî êrîşên dijmin rawestiyane û gavekê tenê jî bi paş ve navêjin xuyane. [377 demir_soregule] Ya jî wek ku serê hespên xwe berdane, dixwazin li dijmin bifitilin, ji seriyekî heta seriyê din, bi dû hevdu de rêz bûne û kişiyane. [378 demir_soregule] Hin jê bilind û dijwar in, qet rê nadin; hin jê jî, li deverinan dilovaniyê dikin, wek dema ku li restauranteke Çîniyan, şagirtekî dilovan xwe ji mêvanan re ditewîne û bi destê xwe, rê ji wan re diyar dike, xwe nizm dikin û rê didin. [379 demir_soregule] Deşta Mêrdînê, buharan şîn e, bi rengên pûteyiya hunermendî ye, spehî ye. [380 demir_soregule] Lê havînan jî wilqasî rût e û bi germa xwe dijwar e. [381 demir_soregule] Hew dora bajarê Nisêbînê tenê şîn e û avî ye. [382 demir_soregule] Wekî din, li çar aliyan agirê sor dibare. [383 demir_soregule] Rewrewk, wek gava di devê tenûreke himhimî re ji nav êgir derkevin, bi saw ji erdê radibin. [384 demir_soregule] Dikarin mêran ji desthilanîn de bixin. [385 demir_soregule] Lê heger mirov hunermend be, wênevan be û ya jî heger mirov sibehan zû şiyar be, ne xewar be, buharan, sibehên piştî şevên ku baran bariyabe, ya jî xwêsî ketibe, çaxê ku roj nû hiltê û heta bêriyan, çaxê hîna mij û moran li ser xemla wê be, nerîna wê, ji Mêrdînê pir xweş e. [386 demir_soregule] Hemû bi carekê re wilo ji jor ve xuyaye, wilo kûr e û bê binî ye... wek ku mirov ji balafirê lê binere ye. [387 demir_soregule] Heta çav dibînin, zadên şîn in û jîn e. [388 demir_soregule] Mij û moran û ava li ser zadan, di bin rojê re dibe wek ku deştê tevî kirasekî zîv li xwe kiriye, diçirisîne. [389 demir_soregule] Dema wilo di kirasê xwe re xuya dike, rengên kesk siviktir û teniktir dibin... deşt dibe wek ku kirasekî bûkan li xwe bike... bûkeke bi bejin û bal, di kirasê xwe de li ser nivînan... Her ku mirov li dûrtir binere, mij û moran tîrtir û tarîtir dibe, ji cîhekî pê ve, êdî hew mij û moran tenê xuyaye. [390 demir_soregule] Wî çaxî, deşt okyanûsek e. [391 demir_soregule] Okyanûseke pak ku di bin ezmanekî pak de bi rojê diçirisîne. [392 demir_soregule] Çav ji nerîna tiştekî wilo têr nabin, dil ji hiseke wilo sar nabin. [393 demir_soregule] Heger ku mirov tu caran derya nedîtibin, dîtineke wê ji bajarê Mêrdînê, dikeve bedêlê. [394 demir_soregule] Her salê dawiya nîsanê û serê gulanê, çaxê ku nîsk, nok, ce û genim bi dorê zer dibin, lê ew çaxê ku hîna dor nehatiye geniman, ew dîmen, îcar tabloyeke din e. [395 demir_soregule] Tabloyeke pir mezin û bi rengên ku tîrêjên rojê tê de pir in diçirise. [396 demir_soregule] Hîna xweş tê bîra min ku çaxê ez di şazdehan de bûm, ji rojan, rojeke serê gulanê, berî çaxê bêriyan bû, berî ku roj dinyayê bişewitîne bû, min ji Mêrdînê ew deşt dîtibû. [397 demir_soregule] Tabloyek bû. [398 demir_soregule] Gelekî spehî bû. [399 demir_soregule] Min wî çaxî, bi herdu çavan ew jî kopya kiribû û li tenişta kopyayeke serê meha nîsanê, wek Îkona xwe ya sêyem, di mejiyê xwe de hilanîbû. [400 demir_soregule] Divê ez bibêjim ku min a xwe ya yekemîn, ne di mejiyê xwe de, lê min di dilê xwe de hilanîbû. [401 demir_soregule] Ew, sûretê delala min bû. [402 demir_soregule] Deşta Mêrdînê hew buharan... ew spehîbûna hunermendî, ew rengê kirasê bûkan, hew buharan heye. [403 demir_soregule] Her salê ji nû ve dikeve temenê bûkan û ji nû ve wê xemlê û xêzê li xwe dike, ji nû ve dibe bûka salê. [404 demir_soregule] »Hey lo dilo hey lo dilo hey lo dilo, [405 demir_soregule] ji ser ve sax o ji bin ve kul o« [406 demir_soregule] Li hêla rojhilat du bajarên şêrîn hene. [407 demir_soregule] Pir nêzîkî hevdu ne. [408 demir_soregule] Lê heger rastiya herî rast bê gotin, berê şêrîntir bûn, niha nema pir wilo ne. [409 demir_soregule] Wek ku bûkek hîna di salên bûkaniya xwe de pir qelew bibe, hûr û hingilên wê jê daliqin, porê wê biweşe, diranên wê bikevin û kereh bibe, hatiye serê wan. [410 demir_soregule] Bê wext mezin bûne û rût bûne. [411 demir_soregule] Yek jê, bi nav û dengê xwe Nisêbîna rengîn e û ê din jî Qamişloka bi bext e, »bajarê evînê« ye. [412 demir_soregule] Di klaman de, »Nisêbînê paytext e, Qamîşlokê di rex de ye« tê gotin. [413 demir_soregule] Yek li jor e, ê din li jêr e. [414 demir_soregule] Herdu jî li deştê ne, jor û jêra wan tune ye, lê li gor jor û jêra dinyê û xeta hesin û têlan wilo ye û wilo tê gotin. [415 demir_soregule] Yek serxet e, yek binxet e. [416 demir_soregule] Nisêbînê li jor e, serxet e, Qamîşlokê jî li jêr e, binxet e. [417 demir_soregule] Wek du taxên bajarekî ne. [418 demir_soregule] Êvarên havînan, xelk derdikevin ser xaniyan û li dîlanên hevdu guhdar dikin. [419 demir_soregule] Mirov pir bi hêsanî dikare, »herdu bajarek in, taxa jêr û a jor in« bibêje. [420 demir_soregule] Lê dîsa jî her tişt li Qamîşlokê pir eşkeretir in û bi ken û kêfê baştir tên xemilandin. [421 demir_soregule] Gelekî germ e, lê dîsa jî xweş e. [422 demir_soregule] Ji demsalan, buhar xweş in û li Qamîşlokê, pir xweştir in. [423 demir_soregule] Ji ber ku çaxê şahî û dîlanan dest pê dike. [424 demir_soregule] Gava havîna gewr tê, êdî hênikayî peyde nabe, debariya mirov ji ber germê û xwêdanê nabe. [425 demir_soregule] Hew êvar tenê hênik in. [426 demir_soregule] Êvarên ser xaniyan hênik in. [427 demir_soregule] Şevbuhêrk li ser xaniyan digerin, razan li ser xaniyan dibe û dawet û şahî li derve dibin. [428 demir_soregule] Berê çemekî bajêr hebû. [429 demir_soregule] Diyariya Nisêbînê û çiyan bû. [430 demir_soregule] Lê niha hew payîzan, zivistanan û serê buharan tenê bi reng û lezeke geş tê re diherike. [431 demir_soregule] Çaxê çandinê û avdanê, ji ser wan tê birîn. [432 demir_soregule] Li bakurê Nisêbînê, hîna dema nû ji çiyan azad dibe, perçe perçe dikin, li vî alî û wî alî par dikin û pê avdana pembo dikin. [433 demir_soregule] Ên berê, ên ku ev roj nedîtine, wê qet nikarîbûna bawer bikin ku wilo bûye. [434 demir_soregule] Rîhspiyên bajêr »nabe« digotin. [435 demir_soregule] »Ev çem, çemekî mezin e, aveke dijwar e, dinya hemû jî bê nikare aveke wilo kovî bigire« digotin. [436 demir_soregule] Bêxem bûn. [437 demir_soregule] Dilê xwe xweş dikirin û »ev çem ji heyaman ve heye û wê her jî hebe. [438 demir_soregule] Na bavo... tu kes nizane bê ji kengî ve ye, ji nav çiyayên bakurê herdu bajaran dertê û diherike. [439 demir_soregule] Piştî ku ji çiyan xelas dibe, ji bo ku bê û di nav her-du bajaran re debas bibe, bi lezeke dîn xwe rast li wan digire û diherike. [440 demir_soregule] Ew diyariya çiyan e. [441 demir_soregule] Ma bajar bê çem dibin? [442 demir_soregule] Ma kî dikare bigire? [443 demir_soregule] Gelekî bi herdu bajaran dikeve. [444 demir_soregule] Ji xwe bajar bi çeman xweş in. [445 demir_soregule] Çem jî, heger di nav bajaran re biherikin spehî ne« digotin. [446 demir_soregule] Rastiya vê yekê, ji leza çem kifş dibû. [447 demir_soregule] Ma bi çi lezê ji nav çiyan derdiket û dida rê! [448 demir_soregule] Ên ku nedîtine nizanin. [449 demir_soregule] Ma çiqasî dixwest ku zû bigihije herdu bajaran û wan av bide! [450 demir_soregule] Salê çar wextan wek rimmekê di nav herdu bajaran re diherikî, di nêvî re diqelaştin, dikirin du tax û du alî û diçû. [451 demir_soregule] Pir bi Qamîşlokê bi xwe diket. [452 demir_soregule] Qamîşlokê, bi meşê, dor saetekê ji çiyan dûr e. [453 demir_soregule] Li du aliyên çem ava bûye. [454 demir_soregule] Herdu tax bi du piran bi hevdu ve girêdayî ne. [455 demir_soregule] Piraniya kuçên mezin, ji seriyekî heta ku di seriyê din re derdikevin, rast in û fireh in; wek xetên damayê hevdu dibirin. [456 demir_soregule] Kuçên taxan jî wilo ne. [457 demir_soregule] Ew jî heta ku tên ser kuçên mezin, rast in. [458 demir_soregule] Heger mirov li seriyekî kuçekê raweste, mirov heta seriyê din dibîne. [459 demir_soregule] Qamîşlokê, ne wek tu bajaran e. [460 demir_soregule] Her demê karê hemû kesan lê heye. [461 demir_soregule] Malê heftê û pênc welatan lê tê firotin û perên bist û pênc welatan lê digerin. [462 demir_soregule] Ji sedsalan ve navenda ramanvaniyê, hunermendiyê, dewlemendiyê, kirînê û firotinê ye. [463 demir_soregule] Gelek karwan û bazirganan li wir danîne û mal li vir firotine. [464 demir_soregule] Helbestvan, hunermend û dengbêjan, wir ji xwe re hilbijartine, siyasetvan û xwîniyên dewletan li wir bi cîh bûne, şêwir û civînên giran li wir kirine, serketinên xwe li wir di rûpelên dîrokê de nivîsîne. [465 demir_soregule] Ji sedsalan ve navendek e. [466 demir_soregule] Ji ber vê yekê, hemû kesan xwestiye ku ê wan be. [467 demir_soregule] Ji ber vê yekê, şer û pevçûnên mezin li ser kirine û hîna jî dawî li wan nehatiye. [468 demir_soregule] Demekê ji deman Fransî jî li wir mane. [469 demir_soregule] Rastî çi ye, çawa ye ew tiştekî din e, lê tê gotin ku ev kuçên rast, planên dema wan in; xwestine ku Qamîşlokê bikin Parîsa biçûk; ji ber wê yekê serê xwe pir pê êşandine. [470 demir_soregule] Ev yek ne dûrî aqilan e. [471 demir_soregule] Çemek jî lê hebû, ew jî Seîna biçûk bû. [472 demir_soregule] Bajar bê dar û kuçe û meydan nabin. [473 demir_soregule] Bi çeman hîn xweştir in. [474 demir_soregule] Ev mercê jînê, li hemû deran ji bo hemû kesan e. [475 demir_soregule] »Hey lo dilo hey lo dilo hey lo dilo [476 demir_soregule] ji ser ve sax o ji bin ve kul o« [477 demir_soregule] 2. [478 demir_soregule] Nisêbînê û Qamîşlokê du bajarên ku şirîkên kul û êşên hevdu ne, ên dîlan û geşî û serbilindiya hevdu ne... pir nêzîkî hevdu ne... ji bo min yek in... çemekî wan jî heye... pê pir xweş in... ez qet wan ji bira nakim... warên êş û elema dilê min in, ên min û delala min in... evîna min li wir dest pê kir û li wir...« [479 demir_soregule] Ew qas tenê nivîsîbû. [480 demir_soregule] Xuya ye bi nivîsandina tiştên heyî tenê re gihabû. [481 demir_soregule] Heyf. [482 demir_soregule] Klamek nîvcî ma. [483 demir_soregule] Balkêş bû. [484 demir_soregule] Dixwest herdu bajaran, çemê wan, deşta Mêrdînê û tirba evîna xwe bi me bide naskirin. [485 demir_soregule] Dixwest mirov bibe wir. [486 demir_soregule] Dixwest mirov bibe û tiştên bûyî pêş mirov bike. [487 demir_soregule] Heyf. [488 demir_soregule] Lê divê klam nîvcî nemînin. [489 demir_soregule] Wek ku gul divê vebin, dar bibişkivin, repin ji nav axê bikişin û dendik zîl bidin, klam jî divê bên gotin. [490 demir_soregule] Nisêbînê bi qijle ye xweş e, bi dilê me ye yadê min nedin tu mêran [491 demir_soregule] delalekî ber dilê min heye. [492 demir_soregule] Êdî dem gihabû bibe payîz. [493 demir_soregule] Havîna gewr û germa kamax, wê salê hinekî zûtir çûbû, hewa zûtir hênik û dilovan bûbû. [494 demir_soregule] Êdî payîza hênik bêhn û rengên xwe yên tarî û giran didan dinyê. [495 demir_soregule] Hêdî hêdî zer û xemgîn dibû, diperitî. [496 demir_soregule] Lê hîna ne barana pêşî hatibû, ne jî dar gihabûn pelan biweşînin. [497 demir_soregule] Hew gihabûn ku hinekan zer bikin û dinyê hinekî xemgîntir bikin. [498 demir_soregule] Lê ji gelek tiştên din xuya dibû ku bayê nû quliptiye, dinya hênik bûye. [499 demir_soregule] Carê bayê payîzê yê bi xiroş, wek ku dixwest xelkê bi hatina payîzê û bi dû re jî bi a çile bihisîne, bi hêrs radibû, xwe li vî alî û li wî alî dixist û dîsa diçû. [500 demir_soregule] Carnan jî pir bi bêhntengî û ji nifşkê ve radibû û diçû. [501 demir_soregule] Wî çaxî pelên zer ji daran dibûn, li ber diketin û pê re diçûn. [502 demir_soregule] Ji rojan rojeke wilo bû. [503 demir_soregule] Wê rojê bayekî wilo, ji nifşkê ve radibû û zû diçû û dîsa ji nifşkê ve radibû û dîsa dihat. [504 demir_soregule] Bayekî bêbext bû û bi pêlan dihat, wek şepiyekê li dinyê diket û dîsa jê dipengizî jor. [505 demir_soregule] Dû re dîsa dadiket, li cîhekî din diket û dîsa dipengizî. [506 demir_soregule] Gava ba ji dinyê dipêngizî û ji jêr ve li daran dixist, hinek ji wan pelên zer jî diperitandin û bi xwe re bilind dikirin. [507 demir_soregule] Pelên ku bi ber diketin, bi leza ku bilind dibûn nediketin erdê. [508 demir_soregule] Bê, ew li wir dihiştin û diçû. [509 demir_soregule] Ew dû re hêdî hêdî bi kêfa lîstikvaniyê di ser hevdu re diquliptin û dadiketin. [510 demir_soregule] Ewrên baranê hew carekê duduyan hatibûn, bêhn û lerzeke taybetî dabûn dinyê û derbas bûbûn. [511 demir_soregule] Xwedê dizane çûbûn derin din, çûbûn ku xwe şanî hinên din bikin. [512 demir_soregule] Bi wî awayî xetera ku dê bi çile re bihata, di bîra wan jî dianîn û xwe dîsa li serê çiyan digirtin. [513 demir_soregule] Wir ewletir bû. [514 demir_soregule] Ji ber wê yekê, ezmanê herdu bajaran, hîna jî ji bo rojê bû, bi kenê dilgeşiya serdestiyê, di ser herdu bajaran re her diçirisand. [515 demir_soregule] Hîna roj sibeh bû. [516 demir_soregule] Bayekî nerm dihat. [517 demir_soregule] Roj gihabû hew du bejinan bilind bibe, gihabû bide ser jora malan û daran. [518 demir_soregule] Hîna siyeke hênik li ser hewş û kuçên bajêr bû. [519 demir_soregule] Bajêr, sistî û gêjbûna ji ber xewa şevê, hêdî hêdî ji ser xwe diavêt; êdî deng û bêhn û lebata jîna rojeke nû ketibû hewê. [520 demir_soregule] Bi hukmê xwedê, ji hemû sibehên din hêniktir bû. [521 demir_soregule] Hîna negihabû germ bibe, hîna baş hênik bû. [522 demir_soregule] Wê demsalê, hewa ne sar e, lê nema germ e jî. [523 demir_soregule] Sibeh bi xwe, baş hênik in, hinan jê sar e jî. [524 demir_soregule] Nexweşan, extiyaran, mirovên bê goşt û lawaz sar e. [525 demir_soregule] Qîz û xortan, mirovên têr û zinde tenê ne sar e. [526 demir_soregule] Ew bi xwîna ciwan germ dibin. [527 demir_soregule] Serdar wilo bû. [528 demir_soregule] Ew hîna ciwan û nûhatî bû, xwendekarekî liseya Nisêbînê bû. [529 demir_soregule] Wê sibehê bedena wî ya ciwan hemû li rastê bû. [530 demir_soregule] Xwîna ciwan di bedena nûhatî de digeriya û goştê teze germ dikir. [531 demir_soregule] Hewcedariya wî bi tu kincên zêde tune bû. [532 demir_soregule] Bedlekî spehî û qutikekî sipî tenê lê bû. [533 demir_soregule] Dema ba radibû, qerewata wî bi ber bê diket û li ba dibû. [534 demir_soregule] Dibistan nû vebûbûn. [535 demir_soregule] Ji ber wê yekê, xortaniya nûhatî, wek her salê wî çaxî, dîsa xemilandî bû. [536 demir_soregule] Hîna çend rojên pêşî bûn. [537 demir_soregule] Li dibistanê, hejmara xwendekaran her rojê pirtir dibû. [538 demir_soregule] Ên ku dereng ketibûn û ên ku nû dihatin wê dibistanê, êdî dihatin. [539 demir_soregule] Hewş û korîdor tije dibûn. [540 demir_soregule] Nas û hevalan, hevdu bi sextî didîtin, di nav pirbûnê de wenda dibûn û diçûn. [541 demir_soregule] Serdar û Îskanê Cimo li hewşê, li ber derî rawestiyabûn, diaxivîn. [542 demir_soregule] Îskan xortekî nêfî bû. [543 demir_soregule] Siya dibistana sê tebaqe, hewşa pêş hemû girtibû. [544 demir_soregule] Hewa li ber siyê baş hênik bû. [545 demir_soregule] Ên lawaz xwe qijilandibûn û destên xwe kiribûn bêrîkan xwe û ên zinde jî bi serbilindî sênga xwe bel kiribûn û germa xwîna bedena xwe eşkere dikirin. [546 demir_soregule] Xwendekar, li hemû deverên hewşê belav bûbûn û komikên biçûk ava kiribûn. [547 demir_soregule] Hin jî di ber hevdu re, ji seriyekî heta seriyê din dimeşiyan. [548 demir_soregule] Hewşeke mezin bû. [549 demir_soregule] Rojhilat, rojava û bakurê dibistanê hemû hewş bû. [550 demir_soregule] Deriyê mezin li hêla rojava bû. [551 demir_soregule] Mala mamostan jî, dor bîst metroyan ji dibistanê bi wir de, li ser sê qatan, li qorziya hewşê ya bakur û rojava bû. [552 demir_soregule] Li ser wir, leglegekê dest pê kiribû û leq leq dikir. [553 demir_soregule] Yeke din jî ji ser dibistanê dabû ber. [554 demir_soregule] Kî dizane, belkî tiştên xweş ji hevdu re digotin. [555 demir_soregule] Ya jî, belkî klamên xweş ji hevdu re digotin. [556 demir_soregule] Serdar awira xwe anî nav xwendekarên li dora xwe û nerî. [557 demir_soregule] Di ser milê Îskan re dît ku du qîz ji hêla mala mamostan ve tên ber bi wan ve. [558 demir_soregule] Hêdî hêdî hatin û ji komika ku lawê mala Nigmezinan û ê mala Mihaciran di nav de bûn bi wir de, rawestiyan. [559 demir_soregule] Terqîn ji dilê wî hat û »ev a ku min berî bi çend rojan li bajêr dîtibû ye« ji xwe re got. [560 demir_soregule] Li serê sûka malê biyan, ji nifşkê ve di ber çavên wî re şemitîbû. [561 demir_soregule] Ji wî çaxî ve dîtina wê bûbû kuleke giran û ketibû dilê wî. [562 demir_soregule] Ji wê rojê ve çavên xwe li hemû deveran lê di-gerandin, lê ew nedidît. [563 demir_soregule] Û êdî çar- pênc metroyan jê bi wir de bû. [564 demir_soregule] Berê wê li hêla wî bû. [565 demir_soregule] Awirên wan li hevdu rast hatin. [566 demir_soregule] Çavên wê yên şîn, wek du stêrikên ku di nav rohniya hîva çardehan de bin, vedimirtin û dîsa pê diketin. [567 demir_soregule] Diranên wê, di nav lêvên wê yên sor de, wek libên birincê sipî dikirin. [568 demir_soregule] Bi nazdarî dibeşişî. [569 demir_soregule] Lê tavilê awira xwe bir ber xwe û Serdar li wir hişt. [570 demir_soregule] Xwîna wî keliya û di bedena wî de xurt geriya. [571 demir_soregule] Kizîna hezkirinê da dilê wî û xurt avêt. [572 demir_soregule] Hevala wê li xwe fitilî û nerî. [573 demir_soregule] Xwest bizanibe bê bi kê re beşişîbû. [574 demir_soregule] Dît ku awira Serdar li wir e û dibeşişe. [575 demir_soregule] Di xetera destpêka dildariyê derxist. [576 demir_soregule] Piştî bîstikekê, xwendekar hilkişiyan dersxanan. [577 demir_soregule] Derence, di nava avaniya mezin de difitilîn û hildikişiyan jor. [578 demir_soregule] Li her qatekê, du korîdor li hemberî hevdu dirêj dibûn heta dawî. [579 demir_soregule] Her serê qatekê, li ber derencan, paceke mezin hebû. [580 demir_soregule] Yeke wilo li dawiya herdu korîdoran jî hebû. [581 demir_soregule] Ji ber wê yekê, korîdor û derence baş rohnî bûn. [582 demir_soregule] Li hemû qatan, li herdu aliyên korîdoran dersxane hebûn. [583 demir_soregule] Her ku xwendekar bi zexelî hildikişiyan qatekê, hinên din diketin dersxanan û hindiktir dibûn. [584 demir_soregule] Serdar di dersxana li dawiya korîdora qata duyêm de bû. [585 demir_soregule] Gava hildikişiya, tê derdixist ku reng û tama awirên wê di dilê wî de mane, xweşiya beşişandina wê di nav goştê canê wî de maye. [586 demir_soregule] Rengên dilgeşiya dilan wek minminîkan li ber çavên wî diçûn û dihatin. [587 demir_soregule] Sûretê wê dihat û di serê wî de çêdibû û diherikî ber çavên wî. [588 demir_soregule] Carekê duduyan li dû xwe fitilî, nerî, lê ew spehîbûn, bi can û lebat nedidît. [589 demir_soregule] Dîsa bi sûretê wê qaîl dibû. [590 demir_soregule] Bi wan ramanan çû dersxanê. [591 demir_soregule] Dersxaneke mezin bû. [592 demir_soregule] Çil û yek xwendekar tê de hebûn. [593 demir_soregule] Sê rêz benk bûn. [594 demir_soregule] Serdar li dawiya hemû kesan, li ber pacê rûdinişt. [595 demir_soregule] Di wê diramiya. [596 demir_soregule] Lê dît ku ew û hevala xwe jî ketin derî. [597 demir_soregule] Hatin û li rêza pêşî a navê rûniştin. [598 demir_soregule] »Çiqasî baş e ku ew jî di dersxana me de ye« bi kêfxweşî ji xwe re got. [599 demir_soregule] Gava mamostê nav xwendin, ew bi xwe li navê »Gulê« xwedî derket, hevala wê jî li Berîvanê. [600 demir_soregule] »Gulê... welehî Gulê navekî xweş e« di dilê xwe de got. [601 demir_soregule] Dema ew ders çû û xwendekar derketin derve, Serdar bû yek ji ên ku dawiya hemû kesan derket. [602 demir_soregule] Heta xwe li nav ên di rê de xist, Gulê, di korîdorê de, di nav xwendekaran de ji ber çavan wenda bû. [603 demir_soregule] Bi xiroşî derket derve, li dora dibistanê fitilî, lê ew li tu deveran nedît. [604 demir_soregule] Xiroşa wî bala Îskan kişand û pirsî bê ma li kê digere. [605 demir_soregule] »Ez li yekî digerim« got û zû tê derbas bû. [606 demir_soregule] Îskan bi dû wî de nerî, serê xwe hejand û »bajarî ecêb in, gava ew bi xwe bixwazin bi mirov re hevaltiyê dikin« got û bi aliyê din ve çû. [607 demir_soregule] Dor şeşsed xwendekaran li dibistanê hebûn. [608 demir_soregule] Wê bîstikê, piraniya wan li derve bûn. [609 demir_soregule] Lê Gulê ne li tu deveran bû. [610 demir_soregule] Ew wenda kiribû. [611 demir_soregule] Serdar hinekî dereng çû dersa din. [612 demir_soregule] Gava ket derî, ew li cîhê wê dît û awirên wan dîsa li hevdu suwar bûn. [613 demir_soregule] Hiseke bêhempa ket dilê wî. [614 demir_soregule] Ew bi xwe çû cîhê xwe, lê hiş û bal û awirên wî man li ser wê. [615 demir_soregule] Nediçûn cîhekî din. [616 demir_soregule] Porê zer kiribû gulîkek û wek rêsiyekî bi pişt xwe de berdabû. [617 demir_soregule] Di bin porê wê de, memika guhê wê û rûyê wê xuya dikirin. [618 demir_soregule] Hinek ji hinarka wê û serê korziyên lêvên wê jî, sor û pembe dikirin. [619 demir_soregule] Çend carekî li xwe fitilî û li hêla wî nerî. [620 demir_soregule] Wî çaxî rûyê wê yê spehî didît. [621 demir_soregule] Wek sêveke xelatî bû, aliyek sor bû yek sipî bû. [622 demir_soregule] Nîvê dilê wî di nava wî de li ser hiliya. [623 demir_soregule] Çend rojên din bi nerînên wilo ji dûr ve çûn. [624 demir_soregule] Di nabêra dersan de, li hemberî hevdu radiwestiyan û xwe ji hevdu re diyar dikirin. [625 demir_soregule] Dilan gelek tişt dixwestin, lê şermokiya xortaniya nûhatî qewîn bû û tore jî asê bûn, hîna nikaribûn tê re derbas bibin û bigihijin hevdu. [626 demir_soregule] Gav ber bi hevdu de diavêtin, lê li dîwarê asê disekinîn û dûrî hevdu diman. [627 demir_soregule] Evîndarî hîna bi awiran bû. [628 demir_soregule] Ji dûr ve bû, bi şermokî bû lê eşkere bû. [629 demir_soregule] Lê hîna ew hefte bi xwe neçûbû, rojbaşî dan hevdu û silav li hevdu kirin. [630 demir_soregule] Bi wî awayî hefte û meh derbas bûn. [631 demir_soregule] Misto di Serdar derxistibû û ji dûr ve lê raçav dibû. [632 demir_soregule] Hevaltiya wan nû dest pê kiribû, hîna negihabûn ku bi hevdu re baş kûr bikin. [633 demir_soregule] Hîna dor nehatibû axavtina li ser evîndariyê û tiştên wilo. [634 demir_soregule] Memo, Îskan, Çetoyê kurxaltiya Serdar û Ûso hevalên hevdu yên dibistanê û rojane bûn. [635 demir_soregule] Serdar heta doşekê yek ji wan bû, lê ne ê hemû rojan û hemû tiştan bû. [636 demir_soregule] Misto jî carnan pê re diçû tev li wan dibû. [637 demir_soregule] Ew nû bû û hevalê Serdar tenê bû. [638 demir_soregule] Heçê Çeto, Ûso û Memo bûn, mirovên hinekî pevçûnkir bûn, lê Serdar û ên din ji pevçûnan hez nedikirin. [639 demir_soregule] Serdar xwe ji ber wan kirinên wan, hinekî dûrî wan dikir, lê rebenê Îskan bi wan re ketibû nav û nema karîbû ji nav derkeve. [640 demir_soregule] Lê rewş ji bo Serdar û Misto cuda bû. [641 demir_soregule] Wan bi xwe, di ber hevaltiya bi wan re, hêdî hêdî hevaltiyeke qewîn bi hevdu re ava dikirin. [642 demir_soregule] Ji hemûyan Serdar û Îskan di dersxanakê de bûn. [643 demir_soregule] Îskan ne hew ji gundan bû, lê bi serê xwe jî hîna nîvgundî bû. [644 demir_soregule] Gundîtiya wî dibû sedema ku ew û Serdar nikaribin hevaltiya hemû tiştan bi hevdu re bikin. [645 demir_soregule] Li gor wî, gelek tiştên xortaniyê ya bê rê bûn û ya jî şerm û guneh bûn. [646 demir_soregule] Ji ber wê yekê, him heval bûn û him jî ne heval bûn. [647 demir_soregule] Hîna meheke dibistanê neçûbû, Serdar û Misto bûn hevalên hevdu ên hemû rojan. [648 demir_soregule] Heta wî çaxî jî Serdar evîndariya xwe jê vedişart. [649 demir_soregule] Lê Misto çarçav û guhmiç bû, didît. [650 demir_soregule] Tiştên wilo ji kê bihatina veşartin, ji wî nedihatin veşartin. [651 demir_soregule] Rojekê, dît bê çawa xwe bi lez li korîdorê li nav xwendekaran dixe û daye dû Gulê. [652 demir_soregule] Wî jî da dû wî. [653 demir_soregule] Lê li serê korîdora navê, Îskan ew hinekî ragirt û dereng ket. [654 demir_soregule] Gava derket, dît ku Gulê, Bêrîvanê û Cemîla li nêzîkî mala mamostan, di bin roja geş de li hevdu sekinîne û bi dilgeşî bi hevdu re diaxivin, Serdar jî nêzîkî derî milê xwe daye dîwêr û li wan dinere. [655 demir_soregule] Dilê wî hinekî pê şewitî. [656 demir_soregule] Roja piştî barana pêşî bû. [657 demir_soregule] Rojeke nazdar derketibû, baş bilind bûbû û dinya germ kiribû. [658 demir_soregule] Bêhna xweşî û bextiyariya ku bi baranê re ketibû nav axê, wek hilmeke xweş bilind dibû. [659 demir_soregule] Hewa bêdeng û bêlebat bû. [660 demir_soregule] Darên di hewşa dibistanê de, piraniya pelên xwe weşandibûn. [661 demir_soregule] Tiştên ku mabûn jî, êdî zer bûbûn. [662 demir_soregule] Li ezmên hew çend perçe ewrên biçûk û sipî hebûn. [663 demir_soregule] Her yekî li aliyekî ezmên, wek lodeke pembo bû. [664 demir_soregule] Refek quling bilind difiriyan û ber bi başûr ve diçûn. [665 demir_soregule] Hîna baş zû bû, lê xuya bû serme zû hatibû warê ku jê dihatin. [666 demir_soregule] Lê leglega li ser mala mamostan, nû ji nêçîrê hatibû û di hêlîna xwe de bêxiroş veketibû. [667 demir_soregule] Ew hîna neketibû lebak û xiroşa çûna welatên germ. [668 demir_soregule] Ew hîna ji hewê razî bû. [669 demir_soregule] Lê tu tiştan ji van bala wî nedikişand. [670 demir_soregule] Ew bi nerîna li Gulê mijûl bû. [671 demir_soregule] Misto hêdîka çû pişt wî û bi serê tiliyan ew hêdîka diqdiqand. [672 demir_soregule] Piçekî li xwe fitilî. [673 demir_soregule] »Tu yî Misto, te ez tirsandim malava. [674 demir_soregule] Ma tu çima wilo bêdeng û bi dizî tê gidî?« [675 demir_soregule] Misto »ya ya gidî... min tu girt« got û bi awayekî şikdar keniya. [676 demir_soregule] Hinekî li hêla Gulê nerî, dîsa li wî nerî, keniya û »xwe wilo li xeşîmiyê daneyne. [677 demir_soregule] Tu dikî ji min veşêrî, lê ez dizanim« got. [678 demir_soregule] »Ez dikim çi ji te veşêrim, tu qala çi dikî?« [679 demir_soregule] »Ma di zikê te de ez nabînim ku tu ketiye dû Gulê. [680 demir_soregule] Ma tu çima ji min vedişêrî« bêşik got. [681 demir_soregule] Wê bîstikê, dengê qijakeke di xeterê de ji jor hat. [682 demir_soregule] Guh diqelaştin. [683 demir_soregule] Serê xwe hildan û nerîn. [684 demir_soregule] Yek ji ber yeke din direviya. [685 demir_soregule] Xwe dida vî alî û wî alî û dixwest xwe jê xelas bike. [686 demir_soregule] Wek reveke ji bo xelaskirina canê şêrîn bû. [687 demir_soregule] Geh digihayê û qîjînî pê dixist û geh jî serê baskên wan li hev diketin û çend metroyan ji hevdu dûr diketin. [688 demir_soregule] Bi wî awayî hinekî bilind bûn û dîsa daketin, dû re çiv dan xwe û li dibistanê fitilîn. [689 demir_soregule] Serdar û Misto wek ku bibêjin »hûn çi ji hevdu dixwazin« serê xwe hejandin. [690 demir_soregule] Lê dîsa herdu tenê man. [691 demir_soregule] Serdar dît ku awira Misto hîna li ser e û pevçûna qijakan ew ji bersiva ku dixwaze azad nekiriye. [692 demir_soregule] Dibeşişî û li çavên wî dinerî. [693 demir_soregule] Piştî ku keserek kişand, bi awayekî nîvtawanbar beşişî û serê xwe hinekî berda ber xwe, nav ramanan. [694 demir_soregule] Lê tu hêsanî li wir jî nedît. [695 demir_soregule] Her xwe deyindarê bersivekê dît. [696 demir_soregule] »Hinekî xebera te ye, rast e«. [697 demir_soregule] »Hinekî? [698 demir_soregule] Ew çawa dibe?«. [699 demir_soregule] »Ji ber ku em hevdu baş nas nakin û min hîna tu tiştek jê re negotiye.« [700 demir_soregule] »Lê tu jê hez dikî?« [701 demir_soregule] »Dilê min tê heye, bi min spehî ye û bêqusûr e. [702 demir_soregule] Dema ez wê dibînim, ji hêlekê ve tevzînok digirin bedena min û ji hêla din ve jî xweşiyeke nedîtî dikeviyê. [703 demir_soregule] Ji ber wê yekê, ez her dixwazim wê bibînim.« [704 demir_soregule] Misto kenekî xemsar pê kir. [705 demir_soregule] »Ev e ezbenî... dildarî ev e... birîneke xerab di dilê te de vekiriye. [706 demir_soregule] Derman jî, bawer be hew ew bi xwe ye. [707 demir_soregule] Ma tu li bendî çi yî? [708 demir_soregule] Here pê re biaxive û jê re bibêje ku tu jê hez dikî.« [709 demir_soregule] »Ez zanim ku divê ez wilo bikim. [710 demir_soregule] Ez bawer im ew jî li bendî min û vê yekê ye. [711 demir_soregule] Ez tê derdixim ku dilê wê jî di min heye. [712 demir_soregule] Ez zanim ev tiştê ku ez niha dikim, ne tu aqil e. [713 demir_soregule] Lê dîsa jî ez ceger nakim ku herim jê re bibêjim. [714 demir_soregule] Dema ez diramim ku divê ez herim hezkirina ku ketiye dilê min pê bidim zanîn, babetekî şermkirinê dikeve nava min, lerzeke kamax digire bedena min û min di cîhê min de radigire. [715 demir_soregule] Ji bo ku ez bikaribim herim û bibêjim, taqet di kabokên min de namîne.« [716 demir_soregule] »Tew! [717 demir_soregule] Na hevalo, divê tu bikaribî zora wê şermê û wê lerzê bibî û cegerê xwe bînî xwe û herî jê re bibêjî. [718 demir_soregule] Heger bi rastî tu jê hez dikî, divê tu wilo bikî. [719 demir_soregule] Şermok, bi şermokiya xwe nagihin tu deran û nabin xwediyên sêng û berên tu kezî zeran. [720 demir_soregule] Vê gotina min bike guhar û têxe guhê xwe«. [721 demir_soregule] »Bawer be ez ê ji niha û ne dereng herim jê re bibêjim. [722 demir_soregule] Ne hewce ye tu barê min wilo giran bikî«. [723 demir_soregule] »De ez te bibînim« Misto got û kenê xwe yê liblibî û bilind bi ser de kir. [724 demir_soregule] Gotin wilo girê dan. [725 demir_soregule] Êdî Serdar li fersendekê digeriya û Misto jî ma li bendî wî ku here û jê re bibêje. [726 demir_soregule] Roj dihatin û diçûn. [727 demir_soregule] Misto her rojê »ma ka te çawa kir« digot û dianî bîra wî. [728 demir_soregule] Bûbû çavdêrê wî karî. [729 demir_soregule] Te digot qey bajêr ew hilbijartiye û daye ser serê wî. [730 demir_soregule] Lê her carê »min hîna fersendeke baş nediye« Serdar digot û serê xwe berdida ber xwe. [731 demir_soregule] Bîst û heft roj bi wî awayî çûn. [732 demir_soregule] Misto, bîst û heft rojan jê pirsî û ew ji ber sistiya wî fedîkar derxist û xemgîn kir. [733 demir_soregule] Roja bîst û heştan, tavilê fersenda ku lê digeriya, dît. [734 demir_soregule] Çar rojan li ser hev baran bariyabû. [735 demir_soregule] Xelk di hunduran de aciz bûbûn. [736 demir_soregule] Wê rojê, êdî rojeke xweş derketibû, di firehiya ezmanê şîn de diçirisand. [737 demir_soregule] Tişt û dinya li bendî rojeke wilo bûn, pê geş bûbûn. [738 demir_soregule] Di çaxê bêriyan buhurtibû, dinya baş germ kiribû. [739 demir_soregule] Serdar û Misto xwe li pişt dibistanê germ dikirin û qala komando û girtina gundiyan dikirin. [740 demir_soregule] Kurikî hemû girtibûn. [741 demir_soregule] Hewşa bi dar li pêşberî wan bû. [742 demir_soregule] Hîna ne gihabûn ku baş mezin bibin. [743 demir_soregule] Û êdî di nav xemgîniya hatina dijwariya çile de bûn. [744 demir_soregule] Piraniya pelên xwe weşandibûn. [745 demir_soregule] Çend pelên şîn bi serê şaxan tenê ve mabûn. [746 demir_soregule] Çûk, wek ku rojên buharan dikin, derketibûn derve. [747 demir_soregule] Qijak, cot cot difiriyan bi vî alî û wî alî de. [748 demir_soregule] Refên kevokan, li ser bajêr lîstikeke li gor xwe li dar xistibûn û li dora hevdu difitilîn. [749 demir_soregule] Li rasta hewşa dibistanê, du kevokên bi tenê, di ber hev re bilind difiriyan, xwe di ser hev re diqulipandin, dilîstin û dans dikirin. [750 demir_soregule] Hemû tişt wê rojê, dildarên rojê bûn, li derve bûn û xwe jê re vedikirin. [751 demir_soregule] Mirovên ku kar dikirin, ji sermê û şiliyê, çûk ji qulan û birçîbûnê û xwendekar jî ji hundûran xelas bûbûn. [752 demir_soregule] Li hewşê bûn, digeriyan û tahm ji rojê dikirin. [753 demir_soregule] Cot cot, sê sê, çar çar li ser çementoya dora dibistanê, xwe ji heriyê diparastin û dimeşiyan. [754 demir_soregule] Serdar li herdu kevokên lîstikvan dinerî û qala xalanên xwe yên girtî dikir. [755 demir_soregule] Ji nifşkê ve Gulê û Bêrivanê di ber wan re derketin û çend gavan ji wan dûr rawestiyan. [756 demir_soregule] Misto ew zû dîtin, gotina wî birî û »ha waye, de niha, ji niha baştir tune ye« got. [757 demir_soregule] Gava çavên wî lê ketin û Misto jî bi ser de wilo got, êdî çavên wî nema tu kes didîtin. [758 demir_soregule] Hew ew tenê li wir hebû. [759 demir_soregule] Xwe nema di cîhê xwe de digirt. [760 demir_soregule] Şerma ku ji Misto dikir lê giran bû, lê cegerê wî xurt bû. [761 demir_soregule] Tiştê ku ew dikişand ba wê, hêzeke xurt bû. [762 demir_soregule] Tavilê bêşik meşiya û çû ba. [763 demir_soregule] Li bendî ku Misto tiştin din jî bibêje, nema. [764 demir_soregule] Dema gavên xwe di bin giraniya şerm û xiroşiyê de bi biryardarî bi aliyê wan de diavêtin û diçû, herduyan berê xwe dabûn aliyê wî û wek du xezalên ku li pilingekî binerin, bêlebat bûbûn û lê dinerîn. [765 demir_soregule] Bi esehî zanîbûn ku rê girtiye ba wan û wilo bi esehî zanîbûn bê mebesta hatina wî çi ye. [766 demir_soregule] Nîvê lerz û kamaxa dinyê ya mayî, bi ser bedena Gulê de hilweşiyabû. [767 demir_soregule] Ne deng û ne jî can di bedena wê de mabû. [768 demir_soregule] Lê ew dema wek her çend saniyên piştî zelzelê, dirêj neajot. [769 demir_soregule] Serdar »roj baş... Gulê ez dixwazim bi te re biaxivim« got û li hêla Misto nerî. [770 demir_soregule] Çûbû. [771 demir_soregule] Lerzeke sivik girt bedena wî û xwîna wî germtir bû. [772 demir_soregule] Gava dîsa li wan nerî, Gulê hîna li wir bêdeng û bêcan bû. [773 demir_soregule] Girtin û berdana nefesê, di bedena wê de rawestiyabû. [774 demir_soregule] Bêrivanê, »baş e, ez ê herim hundur, ez tî me« got û ji wir çû. [775 demir_soregule] Êdî lerz û xiroşa ku ketibû bedena wê, di tenêbûnê de pirtir û girantir bû û her ku diçû hîna girantir dibû. [776 demir_soregule] Heta dema Serdar devê xwe vekir, gihabû bibe wek risês giran. [777 demir_soregule] Serdar, »tiştê ku ez dixwazim ji te re bibêjim...« got û destê xwe avêt pişta stûyê xwe, awira xwe daxist ber xwe û wilo ma. [778 demir_soregule] Wî çaxî dît ku sola wî ji herdu teniştan ve, li ser du santîman bi herî ye, bi heriya reş e, a kuçên taxa xizanan e... Çavên wî wilo didîtin, lê hişê wî tiştekî wilo nedidît. [779 demir_soregule] Ew bi karê peydekirina gotinên ku dê bikaribin li mebesta wî bên, mijûl bû. [780 demir_soregule] Gulê di nav xiroşa kamax de li bende bû. [781 demir_soregule] Texmîn dikir bê wê çi jê re bibêje. [782 demir_soregule] Ji ber wê yekê, dilê wê xurttir lê dixist û ew dihejand. [783 demir_soregule] Lewra heta ku hatibûn wê rojê, gelek tişt bi çavan ji hevdu re gotibûn. [784 demir_soregule] Lê tiştê ku texmîn dikir wê jê re bê gotin, di jîna wê de cara yekem dibû. [785 demir_soregule] Ji ber wê yekê, di nav xiroşê de tenê û bêdeng mabû. [786 demir_soregule] Dikir ku xwe li ber lêdana dilê xwe bigire, bikaribe piçek nefes bistîne û berde. [787 demir_soregule] Lê ne hêsan bû. [788 demir_soregule] Dixwest ew dema sext zû here û hinek hêsanî bibîne. [789 demir_soregule] Lê wext rawestiyabû, dema axavtina wî nedihat. [790 demir_soregule] Tavilê »ez çawa bibêjim... Gulê, belkî te jî tê derxistibe ku roja min nû tu dîtî, dilê min bijiya te û ew dilbijandina min roj bi roj xurttir bû, bû dilketin. [791 demir_soregule] Ez îro dixwazim ji te re bibêjim ku dilê min di te heye, ez dixwazim bizanibim bê ka tu çi dibejî«got û awira xwe hilda ser rûyê wê û lê nerî. [792 demir_soregule] Tiştê ku didît, spehîbûneke bêhempa bû. [793 demir_soregule] Lê wek dema ku berf di ber bayekî tenik re dibare û serê çiyan bi lez digire, kêf û xiroşî tev li hevdu bûn û bi lez ser dilê wî girtin. [794 demir_soregule] Lê dilê li bendî bersiva wê, ne wek çiyayekî giran bêlebat bû. [795 demir_soregule] Xurt lê dixist. [796 demir_soregule] Wek meşka bi sêpêyan ve li vî alî û li wî alî diket, sênga wî pê re hildida û dadiket. [797 demir_soregule] Bahozeke mezin di dilê wî de rabû. [798 demir_soregule] Pêlên evîndariyê, kêfê û xiroşiyê bi dînî di dilê wî de rabûn, di ser hevdu re quliptin, hevdu hilweşandin, bûn reniyeke mezin û bi ser deşta kezeba wî de daketin. [799 demir_soregule] Ava ku xwe berdida ser kabokên wî geh sar dikirin û geh jî germ. [800 demir_soregule] Gulê jî, hîna di halê xwe yê berê de bû. [801 demir_soregule] Xiroşa dilketina xortaniya nûhatî, ew hejandibû. [802 demir_soregule] Li çîmên xwe dinerî. [803 demir_soregule] Di dilê wê de ku çîmên wê kin dibin. [804 demir_soregule] Di dilê wê de ku hestiyên di çîman de dihelin û goştê nerm bi ser hevdu de kin dibe. [805 demir_soregule] Rengê saweke xedar li rûyê wê da der. [806 demir_soregule] Gava dît ku çîmên wê kin nebûne, xwest ku bikaribe hinek qewet di bedena xwe de peyda bike û bi wê qewetê hêsaniyeke aram di bedena xwe de ava bike. [807 demir_soregule] Carekê duduyan xwêsiya xwe daqurtand û serê xwe hilda. [808 demir_soregule] Rojê da rûyê wê, diçirisand. [809 demir_soregule] Çavên wê hinekî qijilîn û diranên wê di nav lêvên wê re diçirisîn. [810 demir_soregule] Lêvên wê zuwa bûbûn. [811 demir_soregule] Tavilê bi sextiyeke mezin »ez jî ji te hez dikim« got. [812 demir_soregule] Xîz xîza xiroşê ji qirika wê dihat. [813 demir_soregule] Gotin hatin gotin. [814 demir_soregule] Êdî giraniya kamax ew berdan û qewet di wan de geriya. [815 demir_soregule] Rehên herdu bedenan hevdu berdan û hêsanî di wan de rûnişt. [816 demir_soregule] Gulê ji ber wê yekê spasî jînê kir. [817 demir_soregule] Wê bi xwe xweş di wê yekê derxist. [818 demir_soregule] Rengên sor û pempe dîsa li lêvên wê vegeriyan. [819 demir_soregule] Peyman wilo girê dan û çûn hundur. [820 demir_soregule] Serdar çû rewş ji Misto re got. [821 demir_soregule] Misto ew pîroz kir. [822 demir_soregule] Xweşiyeke nû û nedîtî ketibû dilê wî, hîna nikarîbû bêkêmasî tercume bike, lê ji Misto re şirove dikir. [823 demir_soregule] Gava çû malê, rast çû û xwe avêt stûyê Gulçînê û hinarkên wê maçî kirin û »spas ji bo te ez anîm dinyê, dayê« got. [824 demir_soregule] Gulçînê kincên zarokan dişuştin, destên wê di nav kincande bûn. [825 demir_soregule] Ew himbêz nekir, lê ew ji dil maçî kir û »çi bûye kurê min... dêya te bi dor serê te bigere... tu îro wilo bi kêf î... xêr e« got. [826 demir_soregule] »Dinya û jîn gelekî xweş in, ji ber vê yekê ez bi kêf im dayê« got û di ber xwe de tewirand û hêdîka dest bi gotina klamekê kir û çû pirtûkên xwe danîn hundur. [827 demir_soregule] Gulçînê bi dû de lê nerî û ji xwe re got »xwedê xêr bike, ev çi kêf e«. [828 demir_soregule] Lê zû vegeriya û »xwarin, yadê... ka xwarinê, ez ê îro ji gurekî bêtir bixwim« got. [829 demir_soregule] »Kurê min weleh îro hewaleke te heye, xêr e?« [830 demir_soregule] »Min ji te re got yadê... jîn xweş e, ji ber wê yekê...« [831 demir_soregule] »Wey dêya te bimire û êşa te nebîne, wey tu sed salan wilo dilgeş bijî. [832 demir_soregule] Berxê min, hima çixarake din bêhna xwe li min fireh bike, ez ê karê xwe zû xelas bikim, dû re ez ê xwarinê ji te re amade bikim« got. [833 demir_soregule] »Baş e yadê« got û dest bi fîkandinê kir û dîsa çû hundur. [834 demir_soregule] Gulçînê bi dilgeşî bi dû wî de nerî û serê xwe hejand. [835 demir_soregule] Ji rengê rûyê wê xuya dibû ku êdî bi lawê xwe serbilind e. [836 demir_soregule] Tê derdixist ku lawê wê mezin bûye, êdî xort [837 demir_soregule] e. [838 demir_soregule] »Gelo bi dil e« ji xwe re got. [839 demir_soregule] Tavilê dengê radioyê ji hundur hat. [840 demir_soregule] Klameke zîz digot. [841 demir_soregule] Peymana di nav wî û Gulê de, serê rê û wêneyê jîneke nû bû û ew bi xwe jî xwazgîniyê wê bûn. [842 demir_soregule] Bi hêsanî û xortanî bû, hindik û sade bû, germ û zû bû, lê ji dil bû. [843 demir_soregule] Dû re roj hatin û çûn, gihan hevdu baştir nas bikin. [844 demir_soregule] Şermokiya xortaniyê hêdî hêdî ji ser xwe avêtin, bi hevdu re pirtir axivîn û ji hevdu re gotin. [845 demir_soregule] Êdî bûn şirîkên jîna hevdu a rojane û hemû tişt bûn mijara axavtinên wan. [846 demir_soregule] Piştî demekê jî, soza ku piştî dibistanê hevdu bikin dan hevdu. [847 demir_soregule] Lê wê roja pêşî, çaxê Gulê çûbû malê, kenekî bêdawî girtibû ser dev û lêvên wê. [848 demir_soregule] Heta wî çaxî êdî lerzê û xiroşê ew berdabû, hêsaniyeke dilgeş di bedena wê de ava bûbû. [849 demir_soregule] Gava Sêvê ew wilo dilgeş dîtibû, texmîn kiribû bê çi bûye. [850 demir_soregule] Berê jê re qala wî kiribû: »tu nizanî bê çi xortê spehî ye... û gelekî li min dinere... dema li min dinere, tevzînok wek gêrikan bi bedena min ve hildikişin...« gotibû. [851 demir_soregule] Bi bihîstina wê re, Sêvê tê derxistibû ku bayê dilê xortaniyê di dilê xuşka wê de rabûye. [852 demir_soregule] Wî çaxî ev yek bi taybetî nekiribû mijara axavtinê, lê ji çendakî pê ve, ne ku ev yek di lebata wê de jî nedidît. [853 demir_soregule] Ji ber wê yekê, gava ew wilo bi kêfeke cuda, a lebata xortaniyê dîtibû, ecêbmayî nemabû; »hebe tune be, ew e, tiştin ji hevdu re gotine« di dilê xwe de gotibû. [854 demir_soregule] Lê Gulê xwe pir negirtibû, ew biribû qorziyekê û jê re ta bi derziyê vekiribû. [855 demir_soregule] *** [856 demir_soregule] Sêvê, bi Xalitê Kevanan re destgirtî bû. [857 demir_soregule] Ew jî li dibistana Gulê bû. [858 demir_soregule] Sala dawî dixwend. [859 demir_soregule] Li ber dilê wê pir ezîz bû. [860 demir_soregule] Gava gotin diçû ser wî, ava çeman disekinî. [861 demir_soregule] Ne neheq bû. [862 demir_soregule] Xalit wek gurekî zozanan bû, çarçav û guhmiç bû. [863 demir_soregule] Li her derê bû û bi hemû tiştan dihisiya. [864 demir_soregule] Hemû kesan ew bi komunîstiya wî nas dikirin. [865 demir_soregule] Li gor ku dihat gotin, du sindoq kovar û pirtûkên wî li malê hebûn. [866 demir_soregule] Serê çend rojan carekê karin ji xwe re li deverinan derdixistin û diçû çend rojan ji ber çavan wenda dibû. [867 demir_soregule] Gava dihat jî babet babet kovar û pirtûk bi xwe re dianîn. [868 demir_soregule] Pêşî wî bi xwe dixwendin û bi dû re jî dihat ji xwendevanan re bahsa naveroka wan dikir, bêtirs propaganda komunîzmê û Kurdperweriyê dikir. [869 demir_soregule] Bi merdî didan dost û nasan. [870 demir_soregule] Ji ber wê yekê, êdî gelek hevalên wî di nav xortan de çêbûbûn. [871 demir_soregule] Ji xwe meyla guhartina ramanên gelekan ber bi Kurdperweriyeke çep de bû. [872 demir_soregule] Lê Xalit bi van kirinên xwe, dijmin jî ji xwe re çêkiribûn. [873 demir_soregule] Yek ji wan, Ûsivê bûrayê wî bû. [874 demir_soregule] Xalit li ber çavên wî wek marekî reş bû. [875 demir_soregule] Ûsiv par dibistan qedandibû, lê Xalit wî çaxî jî ew darê xwe dajot û naskirî bû. [876 demir_soregule] Hîna wî çaxî »bi esehî« zanîbû ku »komunîst e û Urusî ye.« [877 demir_soregule] Heger ku jê bihata, li darê dinyê ew nêzîkî mala xwe nedikir. [878 demir_soregule] Sêvê bida gawiran jî nedida wî. [879 demir_soregule] Lê bi a wî nebûbû. [880 demir_soregule] Dema dor hatibû xwestina Sêvê, xwe cirnexweş kiribû, lê Hecî Elî, »na kurê min, eksê neke... ez û bavê wî hevdu baş nas dikin, malbateke baş e, bavê wî camêrekî baş e. [881 demir_soregule] Tiştê ku Xalit aniha dike, xortanî ye, wê bê guhertin« gotibû û wek xwe kiribû. [882 demir_soregule] Serdar jî Xalit ji dûr ve nas dikir û nîvdostên hevdu bûn. [883 demir_soregule] Ew jî xwediyê ramanên wek ên wî bû. [884 demir_soregule] Lê pirtûkên wî hindik bûn û hîna jê ciwantir bû, negihabû ku bi qasî wî fêrî tiştan bibe. [885 demir_soregule] Heçê Xalit bû, şareze bû, li pêşiya hemû kesan bû. [886 demir_soregule] Roja ku Gulê çûbû malê û çîroka hezkirina xwe û Serdar ji Sêvê re gotibû, ew bîstika hatina wî hemû ta bi derziyê vekiribû. [887 demir_soregule] Çawa ew dîtibû, çawa ji wir ve hatibû û çawa jê re gotibû »dilê min di te heye«, hemû jê re gotibû. [888 demir_soregule] Heta bi wê lerza ku ketibû çîmên wê jê re gotibû. [889 demir_soregule] Bi dû re jî bahsa wî kiribû. [890 demir_soregule] Bahsa temenê wî, dirêjbûna wî, rengê çermê wî, rengê porê wî, awayê rabûn û rûniştina wî, şiklê ken û axavtina wî û her tiştên wî yên din hemû jê re gotibû. [891 demir_soregule] Sêvê tê derxistibû ku Gulê dildar bûye. [892 demir_soregule] Tiştên wilo zanîbûn. [893 demir_soregule] Salek çûbû ku destgirtîbû. [894 demir_soregule] Xwe di derheqa evîndariyê de baş fêr û amade kiribû. [895 demir_soregule] Ji Xalit fêr bûbû. [896 demir_soregule] Xalit ew fêrî gelek tiştan kiribû. [897 demir_soregule] Ji roja ku Sêvê bûbû destgirtiya wî û pê ve, guhertinên eceb tê de bûbûn. [898 demir_soregule] Bi gotinên xwe biaqiltir, girantir û dilovantir û di kirinên xwe de jî biryardartir bûbû. [899 demir_soregule] Sêvê bi dilovanî lê guhdarî kiribû. [900 demir_soregule] Gulê, bal û hişê xwe hemû berdabû ser bê wê çawa bikaribe Serdar bêkêmasî pê bide naskirin. [901 demir_soregule] Gul li rûyê wê ketibûn, hinarkên wê sor bûbûn. [902 demir_soregule] Şînbûna çavên wê, mîna perdeke tenik li ber pacake nîvvekirî, dilîst û diçirisand. [903 demir_soregule] Zimanê wê di derheqa tiştên nû de vebûbû û bêrawest bûbû. [904 demir_soregule] Êdî xuya dibû ku peyvên wê, ji wî cîhê ku xweşiya xiroşa evîndariyê jê dertê û dide bedenê, tên. [905 demir_soregule] Wê bi xwe jî di wê yekê derdixist. [906 demir_soregule] Dilê wê bi lez lêdixist û xwîna wê bi lez di bedena wê de digeriya. [907 demir_soregule] Tevzînokên henekçî, wek gêrikên suwarî bi bedena wê ve hildikişiyan. [908 demir_soregule] Xurtbûna gera xwînê, germbûneke xweş dida bedena wê; bêhneke xweş ji gul û çîçekên ku di berojê dilê wê de vebûbûn difûriya û di derneyên çermê canê wê re dida der. [909 demir_soregule] Ew bêhna ku zilaman mest û har dike bû. [910 demir_soregule] Bêhneke mê bû, taybet bû. [911 demir_soregule] Pîrekên gihayî tenê dikarin bêhneke wilo ji canê xwe bidin der. [912 demir_soregule] Êdî ew jî pîrekeke gihayî bû. [913 demir_soregule] Tiştekî bêhempa hatibû serê wê. [914 demir_soregule] Cara yekem tiştekî wilo dihat serê wê. [915 demir_soregule] Kêf û xweşiyeke nedîtî û nû ketibû dilê wê û bi xwînê re di nav goştê bedena wê de digeriya. [916 demir_soregule] Wê xweşiyê, xwestinên wê bêhedan dikirin, wek hespên kovî radikirin ser du nigên dawî û li ser dilê wê misogerî pîkolê dikirin. [917 demir_soregule] Tiştekî ku berê qet nikarîbû texmîn bikira, hatibû serê wê û ew dihejand. [918 demir_soregule] Babetekî hezkirinê bû; lê ne wek a ji bo hinên din bû. [919 demir_soregule] Bedena wê hemû tije xweşî û bextiyarî bûbû. [920 demir_soregule] Bayekî nerm li dilê wê dixist. [921 demir_soregule] Geh germ dibû, geh jî hênik dibû. [922 demir_soregule] Têlên dilê wê pê re dilerizîn û ji hevdu dixwarin. [923 demir_soregule] Tiştê ku hatibû serê wê, ne wek tu tiştên din bû. [924 demir_soregule] Ji nava xwe, ji devereke kûr bi xwestinên xwe yên pîrekî dihisiya. [925 demir_soregule] Ji wê rojê pê ve, êdî xwe rojekê tenê jî ji wan xwestinan azad nekiribû. [926 demir_soregule] Ji ber wilo bû Serdar gelek caran dihat bîra wê û dilê wê bi hezkirinê dihat givaştin. [927 demir_soregule] Dema dihat bîra wê, dilê wê siviktir lêdixist, xwîna wê xurttir di bedena wê de digeriya. [928 demir_soregule] Di xeyal û ramanan de, pê re tenê mabû. [929 demir_soregule] Gava ji nifşkê ve dîtibû ku Sêvê li hemberî wê ye, hinekî soromoro bûbû, lê Sêvê alîkarî pê kiribû û »ma çi di vê de heye xuşkê! [930 demir_soregule] Ne şerm e û ne guneh e... adeta dinyayê wilo ye« gotibû û kiribû ku xweşiya di bedena wê de peyda bûbû, cîhê xwe xweştir bike û bimîne. [931 demir_soregule] Mabû, û ew dîl girtibû. [932 demir_soregule] Her xwestibû ku di wê derheqê de biaxive, û axivîbû. [933 demir_soregule] Bi rojan axivîbû. [934 demir_soregule] Bêhedan bûbû. [935 demir_soregule] Axavtin hêsantir bûbû. [936 demir_soregule] Sêvê di derheqa wî de ketibû mereqeke mezin. [937 demir_soregule] Tavilê êvara piştî wê roja pêşî bi heşt rojan, êdî xwe nema girt û »welehî tu dê sibe wî şanî min bikî, ez dixwazim bi çavên serê xwe bibînim bê ka yekî çawa ye« got. [938 demir_soregule] Gulê pêşî bawer nekir, lê dû re dît ku rast dibêje. [939 demir_soregule] Entresa Sêvê, hezkirina wê qewîntir kir. [940 demir_soregule] Bi nazdarî got »welehî Sêvê ez newêrim wî şanî te bikim. [941 demir_soregule] Tu mezin î û tu xweşik î, tirsa min ji wê tirsê ye ku tu wî bibînî û ji min bistînî«. [942 demir_soregule] Sêvê di ber kenekî dilovan re got »Xalit li ber dilê min ji hemû kesan spehîtir e, min ê xwe divê û ê te jî ji te re«. [943 demir_soregule] Wê êvarê, hevdu bi wî babetê axavtinê kirin xewê. [944 demir_soregule] Gulê xewneke ne wek ên her carê dît. [945 demir_soregule] Didît ku di mêrgeke xewle û xamoş de, tik û tenê ye. [946 demir_soregule] Dansa dilgeşiyê dikir. [947 demir_soregule] Balerînayek bû. [948 demir_soregule] Çîm û çepil vedikirin, bilind dikirin, li hev digerandin û li dora xwe difitilî. [949 demir_soregule] Lê, na! [950 demir_soregule] Ne li pêyan bû û dans nedikir. [951 demir_soregule] Raketî bû. [952 demir_soregule] Pirtûkeke evînê dixwend. [953 demir_soregule] Her der şîn û geş bûn. [954 demir_soregule] Rêzên daran li pişt wê bûn. [955 demir_soregule] Bêhna dar û gulên têvel, hewa giran û hênik kiribû. [956 demir_soregule] Rojê ji jor ve li bedena wê dixist û ew hêdî hêdî disincirand. [957 demir_soregule] Ji dengê daran û çûkan pê ve, pêjina tu tiştan li wan tepeşan nedihat. [958 demir_soregule] Ew bi tenê dilgeşa wê mêrgê bû. [959 demir_soregule] Taceke gulan li serê wê bû. [960 demir_soregule] Ne wê bi xwe ji xwe re çêkiribû. [961 demir_soregule] Lê ma gelo îcar ew ji ku hatibû, kê ew jê re çêkiribû. [962 demir_soregule] Tavilê didît ku ne tenê ye, didît Serdar jî li ba wê ye. [963 demir_soregule] Pirtûka xwe datanî û êdî xwe radida. [964 demir_soregule] Serdar jî wilo dikir. [965 demir_soregule] Di derheqa pêşerojeke geş de diaxivîn. [966 demir_soregule] Pêşerojeke bi hev re ava û rave dikirin. [967 demir_soregule] Axavtin hêdî hêdî germ û xweş dikirin. [968 demir_soregule] Lê tavilê dît ku Serdar xwe daye ser enîşka xwe û destê xwe avêtiye qumçên ber sênga wê û yek bi yek ji xwe re vedike. [969 demir_soregule] Pê re hilm û bêhna nêr da bêvila wê û çû nav xwîna wê. [970 demir_soregule] Hêla wê ya mê zû peyde kir û xwe lê pêça. [971 demir_soregule] Xwîna wê bû lehî û di bedena wê de rabû. [972 demir_soregule] Xwe li ber nedigirt. [973 demir_soregule] Dilê wê bi kurpîn diavêt û digevizî. [974 demir_soregule] Hedanî di tu deverên bedena wê de nedima. [975 demir_soregule] Wek deryakê ku pêl lê rabin, aliyekî bedena wê radibû û aliyê din dadiket û bi ser hevdu de dihat givaştin. [976 demir_soregule] Êdî çavên xwe digirtin û serê xwe bi herdu aliyan de dibir û dianî. [977 demir_soregule] Jana ku ketibû bedenê, bi wî awayî ji xwe re hêsantir dikir. [978 demir_soregule] Lê qet nedibû. [979 demir_soregule] Dilê wê dikir ku ji sênga wê derkeve û bifire. [980 demir_soregule] Sêngê ew bernedida; dizewirî, hildida û dadiket. [981 demir_soregule] Tê derdixist ku dev û bêvila wê, nema têra girtin û berdana nefesa wê dikin, nema kezeba wê hênik dikin. [982 demir_soregule] Serme, xiroşî û azwerî wek bayekî sar, wek dema ji nav berf û bahoza zozanên bilind tê û li mirov dixe, ji hêla nigan ve, di rehên laşê wê re, di nav goşt û canê wê de bi bedena wê ve hildikişiya heta ser sênga wê û li wir, li ê ku ji hêla serî ve di-hat, diqelibî. [983 demir_soregule] Li wir, wek dema ku birq diteqe û li dinyê dixe û dihejîne, bi jan û êş xwe berdidan nava wê û lerzeke dîn didanê. [984 demir_soregule] Îcar germeke kamax diket bedena wê. [985 demir_soregule] Wî çaxî germê, wek bayê Sahra Ereban li rûyê wê dixist. [986 demir_soregule] Bayê ku di nav goştê canê wê de rabûbû, hêdî hêdî bilindtir û xurtir dibû. [987 demir_soregule] Rehên bedena wê radikişiyan û li bedenê kin dihatin. [988 demir_soregule] Dikirin ku biqetin û bedena wê bikin piç û parî. [989 demir_soregule] Dikirin ku goştê canê bedenê tevî ji xwe biweşînin. [990 demir_soregule] Ne karê aqilan bû. [991 demir_soregule] Ji serî heta neynûkan dilerizî, diperpitî. [992 demir_soregule] Destê xwe yê rastê li Serdar gerand, ew girt, lapûşkên xwe di pişta wî çikandin û ew bi ser xwe de kişand. [993 demir_soregule] Şaş bûbû, ji destê xwe derketibû, bi esehî nizanîbû bê êdî wê çi bibe, ya jî ew ê bi xwe îcar çi bike. [994 demir_soregule] Ji ber wê yekê, dixwest tiştê ku wê biba, êdî zû bibe û derbas bibe. [995 demir_soregule] Wê bîstikê, xwestina bi çavan dîtina sedem û kaniya wê xweşiya ku dida can û bedena wê, di dilê wê de bêhedan bû û rabû. [996 demir_soregule] Gava çavên wê li ên wî ketin, dît ku awirên wî wek du rojan li kêleka hevdu ne û germê û jîna nêr berdidin bedena wê û dişewitînin. [997 demir_soregule] Gava Serdar qumçên ber wê vekirin û destê xwe hêdî hêdî li ser taximê sêng û berên wê gerand, êdî nema karibû nefesa xwe bigire û berde. [998 demir_soregule] Bedena wê wek ewran di ser hev re diqulipt û li erdê diket, êdî perpitandina mirinê dikir. [999 demir_soregule] Perpidandina mirineke xweş bû. [1000 demir_soregule] Stû li ber rada. [1001 demir_soregule] Herdu çav li dinyê girtin û çû. [1002 demir_soregule] Êdî lerzeke germ, bi êş, bi jan, dîn û har ketibû bedena wê. [1003 demir_soregule] Tiştekî nedîtî û bê hempa bû. [1004 demir_soregule] Ji ber wê êş û lerzê, destê xwe yê din avêt ser destê wî û bi ser memika xwe ya rastê de eciqand û axîneke wek axîneke ji ber êşeke xedar kişand. [1005 demir_soregule] Tavilê têna germa lêvên wî jî da ên wê û bahozeke hovtir di bedena wê de rabû û ew bi jan û lerzeke dîntir hejand. [1006 demir_soregule] Bilind bû û li erdê ket. [1007 demir_soregule] Wî çaxî ji xewê çeng bû û şiyar bû. [1008 demir_soregule] Tiştê ku êdî didît, reşaya odê bû û ew jî di nav nivînên xwe de bû. [1009 demir_soregule] Tu mêrg li dora wê tunebûn. [1010 demir_soregule] Ne Serdar hebû û ne dengê daran di-hat û ne jî ê çûkan. [1011 demir_soregule] Bi tirs û poşmanî, bi nalîn »hîna nû destên wî gihabûn min, çima wilo zû qediya« ji xwe re got. [1012 demir_soregule] Sêvê bi dengê axîna wê nîvşiyar bûbû û jê pirsî bê ma çi bû. [1013 demir_soregule] Gulê got, »min xewnek dît, tiştek nebûye«. [1014 demir_soregule] Sêvê, »sibe ji min re bibêj« got û dîsa ket xewa xwe û ew tenê hişt. [1015 demir_soregule] Lê Gulê nema karîbû raza. [1016 demir_soregule] Ji xwe re »ax, xwedêyo... hîna nû destên wî gihabûn min... ma çima wilo zû çû, çiqasî xweş bû... ax, ma ew çi lerz bû di bedena min de peyde bûbû!.. dest û nigên min dikirin ku ji bedena min biweşin... êşek bû... lê êşeke xweş bû... ma gelo bi rastî wilo ye... ma gelo gava ji wilo zêdetir dibe, êdî ew çawa ye... ax xwedêyo, dibêjin sikrata mirinê heye... gelo ew sikrata mirinê bû... gelo gava pîrek û zilam wî tiştî dikin çawa ye... wextê destê zilaman bigihijin mirov wilo be, gelo ew tişt bi xwe çawa ye.... bi kêmasî sed qatan heye... na, ez ê xwe li ber tiştekî wilo negirim...« ji xwe re got û hêdî hêdî, incex piştî saetekê dîsa ket xewê. [1017 demir_soregule] Sibehê, xewna xwe ji Sêvê re got. [1018 demir_soregule] Lê wek ku dîtibû jê re negot. [1019 demir_soregule] Ew xweşiya ku dibû perpitandin, jê veşart. [1020 demir_soregule] Li xwe dananî jê re bibêje. [1021 demir_soregule] Li darezaniya wê pirsî. [1022 demir_soregule] Sêvê got, »evîndarî wilo ye... lawikê mirov bi şevê di himbêza mirov de ye... ya di xeyalan de û ya jî di xewnan de li ba mirov e«. [1023 demir_soregule] Lê ev ne bersiva hemû pirsên ku di dilê wê de bûn, bû. [1024 demir_soregule] Heta dor deh rojan, ji xwe re »xwedêyo, ma ew çi bû... hîna nû destên wî gihabûn min... gelo gava zilam û pîrek wî tiştî dikin çawa ye« gelek caran ji xwe re digot û li bersivekê digeriya. [1025 demir_soregule] Lê Sêvê jî nikarîbû bersiva pirsên wilo bide. [1026 demir_soregule] Wê bi xwe jî hîna bi esehî nizanîbû. [1027 demir_soregule] Gulê, wê sibehê ji bo xatirê Sêvê, neçû dibistanê. [1028 demir_soregule] Hîna êvarê li hevdu kiribûn ku wê nîro herin û wê Serdar şanî wê bike. [1029 demir_soregule] Wilo kirin. [1030 demir_soregule] Xwe xemilandin û çûn. [1031 demir_soregule] Rojek ji rojên payîzê bû. [1032 demir_soregule] Dar xemgîn û westiyayî bûn. [1033 demir_soregule] Yek liban pelên şîn bi serê şaxan ve mabûn. [1034 demir_soregule] Pelên zer bi ber bê diketin û bi xemgînî diweşiyan. [1035 demir_soregule] Roj baş ji dinyê dûr ketibû. [1036 demir_soregule] Êdî payîz bû. [1037 demir_soregule] Dinya, rengzer û tarî bû, wek çavê kul bû, xemgîn, sist û westiyayî bû. [1038 demir_soregule] Germa havînê çûbû, bayê nû quliptibû, hênikayiya payîzê hatibû. [1039 demir_soregule] Hew dor nîro tenê hewa germ û xweş bû. [1040 demir_soregule] Demê, baş nêzîkayî li sermê kiribû. [1041 demir_soregule] Neh roj bi ser barana pêşî ketibûn. [1042 demir_soregule] Lê piştî wê, êdî tu carên din baran nebariyabû. [1043 demir_soregule] Hîna jî piraniya rojan, ezman sayî bû û ji rojê re bû. [1044 demir_soregule] Carnan ewr perçe perçe dihatin ezmanê raserî herdu bajaran, xwe hinekî dizewirandin, tirş û tal dikirin, lê tu tiştek nedikirin. [1045 demir_soregule] Bi ber bê diketin û diçûn, dîsa cîh didan tîrêjên rojê. [1046 demir_soregule] Wext ber nîro bû. [1047 demir_soregule] Sêvê û Gulê, saeta belavbûna dibistanê, li aliyê din ê kuçê, li rasta deriyê mezin rawestiyan. [1048 demir_soregule] Piştî ne bi gelekî Serdar û Misto hatin. [1049 demir_soregule] Bi xiroşî »ha waye hat« got û ew şanî Sêvê kir. [1050 demir_soregule] Kenê dilgeşiyeke bêhempa girtibû ser dev û lêvên wê. [1051 demir_soregule] Dikeniya û difûriya. [1052 demir_soregule] Kirasekî sorê tarî lê bû. [1053 demir_soregule] Gulên biçûk lê hebûn. [1054 demir_soregule] Lê ji çend gavan pê ve, êdî ew gulên biçûk nema xuya dibûn, yekser sor dibû. [1055 demir_soregule] Bi wî kirasê sor, ji dûr ve, wek çîçekeke hinaran bû. [1056 demir_soregule] Kuçe tije mirov bû, lê ew bi xwe, bi wî kirasî di nav hemû kesan de xuya dibû. [1057 demir_soregule] Misto, herdu xuşk zû dîtin. [1058 demir_soregule] Enîşka xwe li tengala Serdar xist û destê xwe ber bi wan vekir. [1059 demir_soregule] »Ha waye Gula te, li pêşberî te ye« got. [1060 demir_soregule] Serdar veciniqî û nerî. [1061 demir_soregule] Dîtina wê, dilgeşî tenê di bîr û bala wî de hişt û hemû tiştên din avêtin. [1062 demir_soregule] Ne tirs, ne guman û ne jî xem man. [1063 demir_soregule] »Lê ew a pê re kî ye Serdar can« Misto got. [1064 demir_soregule] »Sêvê ye, xuşka wê ya mezin e.« [1065 demir_soregule] Serdar, hew carekê tenê ew ji dûr ve dîtibû. [1066 demir_soregule] Pir dixwest ku wê rû di rû de nas bike. [1067 demir_soregule] Gulê, jê re pir qala wê û başiya wê kiribû. [1068 demir_soregule] Lê wê bîstikê, bala wî ne li ser wê bi xwe bû. [1069 demir_soregule] Misto gotin domand: »lê te qet ji min re qala wê nekiribû«. [1070 demir_soregule] Serdar ne pir miştiriyê axavtinê bû. [1071 demir_soregule] Wê bîstikê hew xwestineke wî tenê hebû. [1072 demir_soregule] Dîtina Gulê bû. [1073 demir_soregule] Xwestineke ji sibehê ve bû. [1074 demir_soregule] Misto bi xwe jî di wê xwestina wî derxistibû. [1075 demir_soregule] Dîtibû ku sist û xemgîn e. [1076 demir_soregule] Asoxî, di navbira dawî de, xwe mecbûrê ku »Serdar can, ne berxik e û li çiyan nemaye, gur wê naxwin, wê sibe bê« bibêje, dîtibû. [1077 demir_soregule] Lê xem û bêrîkirin her di dilê wî de mabûn. [1078 demir_soregule] Û êdî li hemberî wî bû. [1079 demir_soregule] Misto ev yek ji bîra kiribû. [1080 demir_soregule] Çûn û li ber herdu xuşkan rawestiyan. [1081 demir_soregule] Bi dilovanî rojbaşî dan wan. [1082 demir_soregule] Gulê, ew bi Sêvê û Sêvê jî bi wan da naskirin. [1083 demir_soregule] Piştî lêpirsîna serê xeberdanan, gava êdî Serdar »Gulê tu îro ne hatibû dibistanê... min pir li rêya te nerî, lê tu nehat... hêvî dikim tu ne nexweşî« got, xwest hemû hezkirina xwe bi axavtina xwe û beşişandina dilgeşiya xwe re, jê re eşkere bike. [1084 demir_soregule] Gulê got »na welehî, ez ne nexweş im... lê karên min û Sêvê hebû... wê serê havînê bizewice... em ê herin bajêr û hinek kincan jê re bikirin... ez îro ji ber wilo nehatim dibistanê«. [1085 demir_soregule] Çirûskên kenê bextiyariya dilan ji çavên wê diçûn, dan nava wî. [1086 demir_soregule] Kizînî ji dilê wî hat. [1087 demir_soregule] Lê xebera nêzîkbûna birina Sêvê, hêleke dilê wî xemgîn kir. [1088 demir_soregule] Ramaneke xaîn ket hişê wî: »piştî wê, êdî dora Gulê tê û ez ne amade me... wê hin din...« [1089 demir_soregule] Îskan, Ûso û Çeto wê bîstikê di ber wan re derbas bûn û berê bala wî bi silavê guhertin. [1090 demir_soregule] Bi mane beşişîn û derbas bûn. [1091 demir_soregule] Dor deh gavekî bi dû wan de, Perîxanê û Cemîla dihatin. [1092 demir_soregule] Bi giramgirî dibeşişîn. [1093 demir_soregule] Silav dan wan û derbas bûn. [1094 demir_soregule] Sêvê ew nas nedikirin, lê gava Gulê ew dîtin, serbilind bû. [1095 demir_soregule] Ew bi lawikê wê re didîtin. [1096 demir_soregule] Serdar dilgeşiya wê dît. [1097 demir_soregule] Xwe ji nav xemên xaîn kişand, xwe da ser hevdu û beşişî. [1098 demir_soregule] »Gulê min tu caran tu bi vî kirasî nedîtibû, çiqasî bi te dikeve« got û awira xwe ji jor ve hêdî hêdî daxist bi jêr ve û dû re jî ji jêr ve bir bi jor ve. [1099 demir_soregule] Awira xwe li ser kirasê wê û li bedena wê tevî gerand û dîsa li çavên wê nerî. [1100 demir_soregule] Rûyê sor dît. [1101 demir_soregule] Dît ku êdî rengê xwîna pîrekî di rûyê wê re baştir xuya ye. [1102 demir_soregule] Tê ramiya û dît ku êdî pîrekeke bêqusûr e. [1103 demir_soregule] Bi awireke xurt dîsa li bedena wê nerî. [1104 demir_soregule] Îcar baştir dît. [1105 demir_soregule] Ziravbûna zaroktiyê ew baş berdabû, serê herdu memikên wê, xwe di bin kirasê hevrêşim de çar tiliyan bi pêş de hildabûn, goştê mê, xwe bi rahn û kulîmekên wê ve hûnabû û ew tekûz kiribû. [1106 demir_soregule] Ji nû ve û êdî bi çavên zilaman spehîbûna wê hemû didît, tiştekî nedîtî bû. [1107 demir_soregule] Xwe nedigirt, dest û lêv û hemû deverên xwe di awira xwe re dişandin ser bedena wê û xwe lê dipêça. [1108 demir_soregule] Hezkirin di awirên wî de, bi xwestin û kirinên erotîkî hatibû barkirin û bi ser bedena wê de diherikî. [1109 demir_soregule] Hemû deverên wî, dibirin û li ser bedena wê, yek bi yek, bi cîh dikirin. [1110 demir_soregule] Wê rewşa wî ya bêhedan baş ajot û ew hejand. [1111 demir_soregule] Lê dibêjin ku dil bi dilan dizanin, dil di bêdengiyeke kûr de jî ji hevdu fam dikin. [1112 demir_soregule] Awirên wî, mesaja wî rast gihandibû Gulê. [1113 demir_soregule] Hinarkên wê sor û germ bûbûn, çavên wê xav û lêvên wê zuwa bûbûn. [1114 demir_soregule] Dilê wê li ber awirên wî, dansa bixêrhatinê ji xwestinên wî re dikir. [1115 demir_soregule] Bêdeng û bêlebat bûbû, li çavên wî dinerî. [1116 demir_soregule] Tiştekî ku ew didahfand himbêza wî, di nav goştê bedena wê de, xurt û germ dibû. [1117 demir_soregule] Tiştekî nas bû, tahma wî tiştê ku di xewna xwe de dîtibû, jê dihat. [1118 demir_soregule] Ne ew tiştê kamax bi xwe bû, lê tahm, ew tahm bi xwe bû. [1119 demir_soregule] Cara di xewnê de, xweşiyê di nav goştê bedenê de dest pê kiribû. [1120 demir_soregule] Lê îcar ji dil bû û bi dû re diherikî nav goşt û li bedenê belav dibû. [1121 demir_soregule] Herdu nigên xwe didan erdê û bi sextî xwe li hember radigirt. [1122 demir_soregule] Lê îşkence bû. [1123 demir_soregule] Halê herduyan yek hal bû. [1124 demir_soregule] Halekî xerab bû. [1125 demir_soregule] Du dil, di leza girtina rekoreke nû de bûn. [1126 demir_soregule] Ber bi hevdu de dibeziyan. [1127 demir_soregule] Pir nêzîkî hevdu bûn, lê nedigihan hevdu. [1128 demir_soregule] Êdî rewş gihabû xeterê. [1129 demir_soregule] Serdar di rewşê derdixist. [1130 demir_soregule] Didît ku awirên wê xavtir û kovîtir bûne. [1131 demir_soregule] Wek du şîşên sor dilê wî dax didan û dadiketin ser kezeba wî. [1132 demir_soregule] Du birînên kûrtir vedikirin û diçûn. [1133 demir_soregule] Lê didît ku wê kovîtiyê kiriye ku xiroşa di bedena wê de serdestî wê bibe. [1134 demir_soregule] Êdî ken ji bîra dikir û xwe şaş dikir. [1135 demir_soregule] Misto tê dernedixist, lê Sêvê didît bê çi tê serê wê. [1136 demir_soregule] Serdar tavilê li xwe xurcilî, lixavên xwestinan girtin destê xwe û mebesta awirên wê rawestand, bahoza ku dikir ji bo hilweşînê rabe, belav kir. [1137 demir_soregule] »Gulê ma tu dê sibê bê dibistanê?« got û xwest bal û mijarê biguhere. [1138 demir_soregule] »Erê, ez ê bêm«. [1139 demir_soregule] Lerzeke nerm ketibû deng û lêvên wan. [1140 demir_soregule] Axavtin di derheqa hatin û nehatina dibistanê de bi çend gotinên din jî domandin, lê ji hemû tiştan bêtir, ew bi xwe ji bo hevdu balkêş bûn. [1141 demir_soregule] Bi awiran, tiştên negotî ji hevdu re digotin. [1142 demir_soregule] Dilê Gulê di sênga wê de bilind dibû û dadiket. [1143 demir_soregule] Tirsek ket dilê wê. [1144 demir_soregule] Hat bîra wê: »divê ez nehêlim ku hin wî ji min bistînin« ji xwe re got. [1145 demir_soregule] Dixwest ku baskên wê hebûna, firek bida xwe û çend fitlan di ser bajêr re bifiriya, xwe wek kevokên buharê bi dilgeşî li hewayê biqulipanda, qîr bidana û bajar hemû pê bihisanda ku bi dildariya wî pir bextiyar e. [1146 demir_soregule] Dixwest ku bi serbilindî bibêje »gelî mirovan... ka li min guhdar bikin... Serdar lawikê min e, çavên xwe bernedinê, ew ê min e«. [1147 demir_soregule] Dixwest ku ji çavan û her babet xetera ji ber wê bi xwe birinê, dûr be, ji wê tenê re be. [1148 demir_soregule] Lê nizanîbû ku ew bi xwe jî di tirseke wilo de ye, xwe ji bîra dikir ku divê xelk çavên xwe bernedin wê jî; ji bîra dikir ku êdî ew jî a wî bi xwe ye. [1149 demir_soregule] Û xetera mezin li ser serê wê bû. [1150 demir_soregule] Gelekî spehî bû; ji ber wê yekê, diviyabû herdu bajaran bizanîna ku ew jî ne bêxwedî ye. [1151 demir_soregule] Serdar bi şeş mehekî jê mezintir bû. [1152 demir_soregule] Rîh û simbêlên wî nû derketibûn. [1153 demir_soregule] Lê wê sibê kur kiribûn, bêtir bûbû tiştekî li gor çav û dil û diranên qîzikan. [1154 demir_soregule] Xwîna germ, reng dabû çermê teze, diçirisand. [1155 demir_soregule] Dor metro û heftê û pêncan dirêj hebû. [1156 demir_soregule] Zirav û lihevhatî bû. [1157 demir_soregule] Şuştî û pak bû. [1158 demir_soregule] Gewr û por reş bû. [1159 demir_soregule] Bi bejina xwe, bi pakbûna xwe, bi dilovaniya xwe, bi axavtina xwe, ew li hemberî Sêvê serbilind û dilşa kiribû. [1160 demir_soregule] Êdî ev yek jî hat bîra wê. [1161 demir_soregule] Li xwe fitilî û bi awiran pirsî. [1162 demir_soregule] Geh li wî dinerî, geh jî li Sêvê. [1163 demir_soregule] Çirûskên bextiyariya dilê wê wek derbikên sersalê ji çavên wê diçûn û reng û rohnî didan çar aliyên wê. [1164 demir_soregule] Wey li vê tofanê! [1165 demir_soregule] Ma îcar ka Misto li ku maye, bi ku de çûye? [1166 demir_soregule] Ew her sê bi hevdu daketibûn û ew li wir ji bîra kiribûn. [1167 demir_soregule] Lê ew jî di cîhê xwe de bi Sêvê daketibû. [1168 demir_soregule] Wek gava ku pilingekî birçî li xezaleke li cîhekî hinekî dûrî xwe binere, du awir tê çikandibûn û hiştibûn. [1169 demir_soregule] Du awirên çi dilbijîna kamax bûn! [1170 demir_soregule] Sêvê hemû tiştên dema zaroktiyê bi dû xwe de hiştibûn û kemilîbû. [1171 demir_soregule] Mezinbûn û spehîbûna xwe piçik piçik ava kiribû û êdî temam kiribû. [1172 demir_soregule] Û tu tiştên xwe yên mê û pîrekî li ba dinyê nehiştibûn. [1173 demir_soregule] Êdî xwediya bedeneke gihiştî bû. [1174 demir_soregule] Bejin avêtibû, kulîmek gurover û sêng fireh bûbûn, lêv û hinark sor bûbûn û memik çar tiliyan di bin kirês de kişiyabûn. [1175 demir_soregule] Li gor xwestina dilê mêran bi reng û xwê bûbû, diçirisand û difûriya. [1176 demir_soregule] Hîna tu qiriktahlî û jana jînê nekişandibû, destên zalimiya zilaman û ê feleka xopan lê neketibûn û dilê wê bi xem û bêzariyan tarî nebûbû. [1177 demir_soregule] Bi qasî mûyekî tenê jî hîna jê neheliyabû. [1178 demir_soregule] Bedena wê tije pîrekî bû. [1179 demir_soregule] Hemû tişt nû û nûjen di cîhê xwe de bûn. [1180 demir_soregule] Hemû tişt bi pûteyî anîbûn û êdî ji Xalit re hilanîbûn. [1181 demir_soregule] Hemû tişt di bin kirasekî de hilanîbûn û di hukmê destên Misto de bûn. [1182 demir_soregule] Bedewbûna wê hemû di wî kirasê tenik re xuya dibû. [1183 demir_soregule] Misto bi merdî lê dinerî. [1184 demir_soregule] Bejineke dirêj û bi şax û per bû. [1185 demir_soregule] Pêşî li çavên reş belek, li lêvên tenik dinerî. [1186 demir_soregule] Ji wan dest pê dikir û di ser gewriya wê re, xwe hêdî hêdî berdida ser sêngê û taximê memikan. [1187 demir_soregule] Wir ji ber dikir û di ser navikê û newqa zirav re xwe berdida ser kêlekên bi goşt û tiştên din. [1188 demir_soregule] Li ser diheliya, hişê wî ji serê wî diçû û li ber wê dima. [1189 demir_soregule] Ji nerîna wê qet têr nedibû. [1190 demir_soregule] Sêvê ew li ser xwe avêtibû nav xeyalên xweşiya jînê û li wir hiştibû. [1191 demir_soregule] Ew qet nediket bîra wê. [1192 demir_soregule] Bila ew tenê bibêje ez wek qîz hatim dinyê, min bejin û bal avêt û xortan lê nerîn. [1193 demir_soregule] Misto sûretê wê di hêwana serê xwe de çêdikir. [1194 demir_soregule] Ji serî heta nigan bû. [1195 demir_soregule] Rengîn û bi can bû. [1196 demir_soregule] Tiştê ku derxistibû, tabloyeke wek a Goya bû, Maya Tazî bû. [1197 demir_soregule] A Goya raketiye, lê a wî li pêyan bû, wilo baştir xuya dibû. [1198 demir_soregule] Hemû didît. [1199 demir_soregule] Lê kesereke kamax kişand û rastî hat bîra wî. [1200 demir_soregule] Xalitê Kevanan spehîbûna wê zûtir dîtibû. [1201 demir_soregule] Ji ber wê yekê dil li ser avêtibû û çûbû berî hemû kesan hilik dabû. [1202 demir_soregule] Dilketin wilo ye. [1203 demir_soregule] Divê here serî. [1204 demir_soregule] Ew carekê tenê li bajêr dîtibû û nema ji bîra kiribû. [1205 demir_soregule] Hildana salixdanên wê û esil û pesnê wê û bavê wê ji xwe re kiribû kar û emelê şev û rojan. [1206 demir_soregule] Ew peyde kiribû, xeber jê re şandibû, soz jê stendibû û bi dû re jî çûbû xwestibû û nîvê milkên bavê xwe tê de dabûn. [1207 demir_soregule] Wê êdî bibûya a wî. [1208 demir_soregule] »Xwendinê û nivîsandinê nizane, lê qet xem nake, ez ê wê fêrî hemû tiştan bikim« gotibû. [1209 demir_soregule] Lê wê rojê dîsa bi derinan de wenda bûbû, ne li dibistanê bû. [1210 demir_soregule] Qirdê Misto bû, lê dîsa jî Sêvê pir dereng dîtibû. [1211 demir_soregule] Êdî Misto, ji bo wê, ne yekî balkêş bû. [1212 demir_soregule] Bêyî ku bi awireke pîrekî tenê jî lê binere, tavilê dor hatibû çûna ji ba wan. [1213 demir_soregule] Sêvê, Serdar û Misto ji ba xwe û Gulê bi rê kirin û ew bi xwe hinekî din jî li wir rawestiyan. [1214 demir_soregule] Xwestin ku ew bi dûr bikevin û bi dû re bidin rê. [1215 demir_soregule] Sêvê xuşka mezin bû, wê bîstikê berpirsyarî di stûyê wê de bû û biryar jî di destê wê de bû. [1216 demir_soregule] Xwest ku wilo bibe û wilo bû. [1217 demir_soregule] Zanîbû ku nedibû bidin kêleka xortên xelkê û di seranserê kuça mezin re bimeşin heta bajêr. [1218 demir_soregule] Gihabûn armanca xwe, ew dîtibûn. [1219 demir_soregule] Piştî ku dor sed metroyekî ji wan dûr ketin, Sêvê ji nû ve bi nazdarî got, »heger ez ne destgirtî bûma, min ê ji te bistenda. [1220 demir_soregule] Gulê rebenê... ma çi qasî şêrîn e«. [1221 demir_soregule] Kêfa wê hat. [1222 demir_soregule] Pêlên xweşiyên jînê di dilê wê de rabûn û daketin. [1223 demir_soregule] Ew dikilan. [1224 demir_soregule] Bêrîkirin, wek lehiyeke dîn hat û li dilê wê qelibî. [1225 demir_soregule] Gulê dixwest xweşiyên jînê hemûyan bi kenê xwe, bi ser dinyê de bireşîne, wê bixemilîne û xweştir bike. [1226 demir_soregule] Û dû re jî dor bê jînê. [1227 demir_soregule] Li aliyekî wê, ew û Serdar bijîn, li aliyê din jî Sêvê û Xalit û hemû kesên din. [1228 demir_soregule] Ew roj, di jîna wê de rojeke taybet bû. [1229 demir_soregule] Cara yekem xwestinên wê rû di rû de, ji bo zilamekî, di bedena wê de wilo dîn û har dibûn û tahm û mana jînê diguhertin. [1230 demir_soregule] Cara yekem xwîna wê bi wan xwestinên wê re, wilo xurt li bedena wê digeriya, germeke hênik dida bedena wê, hêdî hêdî li tevî vedida, lê difitilî, xwe lê dipêça û ew dişewitand. [1231 demir_soregule] Di dilê wê de pêlên xwestina tahma jîneke nû, a wê jîna ku bi serê xwe tenê nîvê jînê hemûyî ye, radibûn û ew dihejandin. [1232 demir_soregule] Kiribûn ku dilê wê û bedena wê, bi xwestineke bêhedan bi xweşiya wê bihisin. [1233 demir_soregule] Kêfeke cuda ketibû dilê wê. [1234 demir_soregule] Kiribû ku lerzeke biyan di bedena wê de peyde bibe û lê vede. [1235 demir_soregule] Lerzeke nerm û xweş bû, lê dîsa jî kamax bû. [1236 demir_soregule] Goştê canê wê dikir ku ji hestiyan biweşe. [1237 demir_soregule] Cara yekem, wê rojê, wê bîstikê bi xwe şermokiya xortaniyê di dilê wê de ew berdabû. [1238 demir_soregule] Ew di warê dil de, ji sedî sed azad kiribû û ji ber wê yekê ji dil xwestibû ku bi Serdar re tenê li cîhekî bûya, xwe biavêta stûyê wî, xwe lê bigeranda û ew maçî bikira û bêhn bikira û bigivaşta; û germa goştê bedena wî jî, bêyî ku di tu kincan re bihata parzinandin, bida goştê bedena wê. [1239 demir_soregule] Cara yekem wê rojê dilê wê wek ê pîrekan bijiyabû nêrbûna wî. [1240 demir_soregule] Wek çemekî bihêz û bêdawî bû. [1241 demir_soregule] Radibû, dihat û ew li ber xwe dibir. [1242 demir_soregule] Ew dibir û diajot himbêza wî. [1243 demir_soregule] Êdî nema hevalekî wê yê dibistanê bû. [1244 demir_soregule] Ew roj, roja dinya dilê wê bû. [1245 demir_soregule] Her babet ramanên zarokatiyê ew bi carekê re berdabûn; êdî Serdar zilamek bû û ew bi xwe jî pîrekek bû. [1246 demir_soregule] Serdar û Misto pişta xwe dan herdu xuşkan û hêdî hêdî ji wan bi dûr ketin. [1247 demir_soregule] Sistî û bêzarî hêdî hêdî di bedena Serdar de dîsa girantir bû û êdî babetekî êşê ji ber dida dilê wî. [1248 demir_soregule] Êşa tirsê û xemgîniyê bû. [1249 demir_soregule] Zewaca Sêvê ew tirsandibû. [1250 demir_soregule] Serê xwe kişandibû nav milê xwe, tê diramiya û di ber Misto re dimeşiya. [1251 demir_soregule] Bêdeng bû. [1252 demir_soregule] Bi ramanên bêxîret re daketibû nav kul û xemên kûr. [1253 demir_soregule] Li tenişta Misto, wek korekî ku bi yekî din re bimeşe bû. [1254 demir_soregule] Rê û tişt nedidîtin. [1255 demir_soregule] Misto xeber dida, li qîzên spehî û kuçê tevî çarçav dibû, hemû tişt didîtin, lê hîna di rewşa Serdar dernexistibû. [1256 demir_soregule] Li qîza midîrê banqê û her-du hevalên wê dinerî, li pêşiya wî û Serdar bûn. [1257 demir_soregule] Bala wî pirtirîn li ser dûvê a midîr bû. [1258 demir_soregule] Carê, »ma ne tu dibînî Serdar can bê bêbavê çawa dihejîne û mirov dihilîne« digot. [1259 demir_soregule] Gava gihan rasta êş pêşî, bêhna mîz û serkulên keran ket bêvila wî û du caran pişkiya. [1260 demir_soregule] Gava nerî, dît ku du kerên şamî li ber deriyê êş girêdayî ne. [1261 demir_soregule] Devê xwe bi bêaqilî diavêtin binê cuherê xwe yê vala û teriya xwe bi bêhntengî li vî alî û wî aliyê xwe dixistin. [1262 demir_soregule] Dengê kar û berx û elokan ji malên derdorê dihat. [1263 demir_soregule] Berxê mala bekçiyê îstasyonê filitîbû, dûvê xwe bi qapanî li ba dikir û li wan rastan digeriya. [1264 demir_soregule] Serê Serdar di ber de bû, tu tiştekî ji wan bala wî nedikişand. [1265 demir_soregule] Kuçe dagirtî bû. [1266 demir_soregule] Wan çaxên rojan, çûn û hatin dîsa pir bû. [1267 demir_soregule] Pêşî cemseyeke leşkeran û bi dû re jî taksiyek di ber wan re xurt derbas bûn. [1268 demir_soregule] Toz û tirabêlk bi ser kuçê xistin. [1269 demir_soregule] Bû kuxt kuxta hemû kesan û çavên xwe firkandin. [1270 demir_soregule] Misto bi xwe çend xeberên bêpîvan bi dû wan de dan, lê ma xeber dikarin çi rast bikin. [1271 demir_soregule] Kuçe wek gevzeka keran bû û trafîk jî karê hirçan bû. [1272 demir_soregule] Çavên wî û qirika wî jî tijê toz bûbûn. [1273 demir_soregule] Her salê ev hawe bû. [1274 demir_soregule] Dîsa ew qûma sor a qelp ji devê bestan anîbûn û li kuçê vala kiribûn. [1275 demir_soregule] Ew jî awayekî çêkirina kuçan bû. [1276 demir_soregule] Lê ne çêkirin tu çêkirin bû û ne jî qûm tu qûm bû. [1277 demir_soregule] Nîviyê bêtir axa sor bû û bi ser kuçê dakiribûn. [1278 demir_soregule] Reyisê belediyê û şirîkên xwe, ji bo ku bikarîbûna xuyakirin bidana ku karinan dikin û her wilo jî hinek peran xerckirî xuyakirin bidin, salê carekê wilo dikirin. [1279 demir_soregule] Salinan jê, du caran wilo dikirin. [1280 demir_soregule] Ev yek, li gor hatin û hebûna peran bû. [1281 demir_soregule] Heger pere hebûna, diviyabû li bajêr xerckirî xuyakirin bidin. [1282 demir_soregule] Carê eniya xwe ji xwêdanê zuwa dikirin û bi quretî karê xwe pêş xelkê dikirin. [1283 demir_soregule] Xwedêgiravî ji bo ku kuçe nebin herî wilo dikirin. [1284 demir_soregule] Lê xerabtir dikirin. [1285 demir_soregule] Gava şil bû, dibû herî û gava zuwa bû jî, dibû toz û bi hewê diket. [1286 demir_soregule] Her salê ev yek dianîn serê xelkê. [1287 demir_soregule] Gava Serdar û Misto gihan rasta daîra avê û avdanê, êdî bêhna çaman dihat. [1288 demir_soregule] Hinek ji ên derdorê diqusandin û hinek jê jî ji binî ve dibirîn. [1289 demir_soregule] Bêhneke tûj dabûn derdorê. [1290 demir_soregule] Carê serê buharan ew kar dikirin, lê wê salê çima payîzê wilo dikirin, ne kifş bû. [1291 demir_soregule] Misto diaxivî, lê hişê Serdar ne li wî bû, li cîhekî din bû, ew bi nav xeman de kûr daketibû. [1292 demir_soregule] Piştî ku qîza midîrê banqê û hevalên xwe li tirimpêla Fûadê Sebriyê Medê suwar bûn û çûn, Misto ji Fûad bêhnteng bû, xwest giliyê wî li ber Serdar bike, êdî qîz ji bîra kirin û hişê wî çû ser wî. [1293 demir_soregule] Tê derxist ku bêkêf e û lê guhdarî nake. [1294 demir_soregule] Hat bîra wî ku peyvên ku lê vedigerandin hew »im..., na..., belê..., çawa na...« bûn. [1295 demir_soregule] Wî wextî axavtineke wilo di nav wan de derbas bû: [1296 demir_soregule] »Çi hewala te ye, tu çima wilo bêdeng î Serdar can?« [1297 demir_soregule] »Ez hinekî westiyayî me, û ez hinekî jî... ez xeman dixwum.« [1298 demir_soregule] »Xem!.. xemên çi gidî? [1299 demir_soregule] Kerwanên te li ku hatine tazîkirin?« [1300 demir_soregule] »Heçê tu yî, tu her tiştan sivik digirî. [1301 demir_soregule] Lê xema min ji bo Gulê ye... ez xema wê dixwum, Misto.« [1302 demir_soregule] »Ê... çi bi Gulê hatiye... tu çima xeman ji bo wê dixwî?« [1303 demir_soregule] »Gulê gelekî spehî ye ne wilo?... ez bi xwe wilo bawer im?« [1304 demir_soregule] »Rast e, spehî ye. [1305 demir_soregule] Lê ma çi bi spehîbûna wê hatiye. [1306 demir_soregule] Ma ne baştir e?« [1307 demir_soregule] »Ji min re baştir e. [1308 demir_soregule] Lê pir spehî ye û perên xelkê ji gûyê kûçik pirtir in. [1309 demir_soregule] Dikarin bên çewalên peran li ser cila bavê wê vala bikin û jê bistînin. [1310 demir_soregule] Ya jî belayên din bên serê wê. [1311 demir_soregule] Êdî gihaye... va ye wê Sêvê jî here... êdî dor a wê ye... xelk bela xwe ji ên gihayî venakin.« [1312 demir_soregule] »Ohoo! [1313 demir_soregule] Tu jî bi dû çi ketiye! [1314 demir_soregule] Dahşik bê terî çêbûye, heger mezin bibe wê çawa mêşan ji ser xwe bifirîne! [1315 demir_soregule] Mesela te wilo ye. [1316 demir_soregule] Xem û mitalên te jî ecêb in ha. [1317 demir_soregule] De ka van tiştan ji hişê xwe biavêje û xwe hinekî bişidîne. [1318 demir_soregule] Ji hemû kesan bêtir ji te hez dike. [1319 demir_soregule] Ez ne bawer im ku tu kesên din bike. [1320 demir_soregule] Malava, yeke wek Gulê delala kê be, wê bi hemû deverên xwe bikene û her demê şa be« got û hinekî bêdeng rawestiya. [1321 demir_soregule] Him tiştin din ji bo gotinê dianîn bîra xwe û him jî mecala dora gotinê dayê. [1322 demir_soregule] Lê pir zû, dîsa wî bi xwe dest pêkir: »Ew xuşka wê Serdar can, ew jî pir spehî ye. [1323 demir_soregule] Lê te bi xwe ew nedidît, te li Gulê dinerî û wan herduyan jî li te dinerîn. [1324 demir_soregule] Gava we hersêyan li hevdu dinerî, tu kesan ji we ez nedidîtim. [1325 demir_soregule] Min jî li wê dinerî, min ew ji ber dikir. [1326 demir_soregule] Bawer be ez niha zanim bê çi çawa ye.« [1327 demir_soregule] »Sêvê... ew destgirtî ye malava... ew ji te re nabe, li ser birinê ye. [1328 demir_soregule] Ma ne Gulê qala wilo jî kir. [1329 demir_soregule] Lê xuya ye, deng nehat te, hişê te ji serê te çûbû. [1330 demir_soregule] Desgirtiyê wê jî hevalekî me ye... na gidî ew ji te re nabe.« [1331 demir_soregule] »Ma çawa deng nehat min. [1332 demir_soregule] Lê destgirtî be, bila destgirtî be. [1333 demir_soregule] Spehî ye û mirov dikare lê binere. [1334 demir_soregule] Destgirtîbûn ne astenga nerîna min e. [1335 demir_soregule] Ez bi xwe wilo me. [1336 demir_soregule] Ma ez çi bikim ji dilê xwe. [1337 demir_soregule] Heger ku qîz spehî bin, destgirtî bin ne destgirtî bin, ew dibije wan. [1338 demir_soregule] Lê dilê min ne bi wî awayê ku tu dibêjî dibije Sêvê. [1339 demir_soregule] A min, dilbijandin e û dû re jî ji bîrakirin e. [1340 demir_soregule] Çi gava ez ên wilo dibînim, ez xwe nagirim, dilê min dibije wan. [1341 demir_soregule] Ez nikarim xwe bigirim. [1342 demir_soregule] Şermek di vê yekê de tune ye. [1343 demir_soregule] Ma ne xortanî ye. [1344 demir_soregule] Dilê min, »ax, Sêvê çi jin e, çi spehî ye, ji min re lê binere« dibêje. [1345 demir_soregule] Ez xwe li ber emrekî wilo nagirim. [1346 demir_soregule] Bi xwedê heger tu kirasê xwe jî bi çirînî dilê min dibije Sêvê«. [1347 demir_soregule] Wilo got, mirûsê xwe hinekî tirş kir û »yanî naseke te ye, tu jî zikê xwe li ser diêşînî, ne? [1348 demir_soregule] Hih! [1349 demir_soregule] Dilê min mêşeke hingiv e Serdar can... qîzên spehî jî çîçek in û gul in. [1350 demir_soregule] Dilê min ji ser yekê difirê, li ser a din datîne... çîçek li ku bin, ew wan dibîne. [1351 demir_soregule] Ha...ha... ha...!« got. [1352 demir_soregule] »Tu eceb î Misto. [1353 demir_soregule] Hêvî dikim rojekê dengê te naçe destgirtiyê wê. [1354 demir_soregule] Bawer be berî ku tu bigihijî îfada xwe bidî, wê çermê te kunnikî ji te bike. [1355 demir_soregule] Xalitê Kevanan destgirtiyê wê ye... ma ne tu wî nas dikî?« [1356 demir_soregule] »Ji dûr ve. [1357 demir_soregule] Silava me heye. [1358 demir_soregule] Lê ez ê bibêjim min nizanîbû ku a te ye Xalit. [1359 demir_soregule] Serdar ev rê bi ber min xist, ha ha ha.« [1360 demir_soregule] »Hevalo tu dê qet pîr nebî. [1361 demir_soregule] Xwezî bi te û dilê te. [1362 demir_soregule] Tu ne xwe aciz dikî û ne jî xema tiştekî dixwî.« [1363 demir_soregule] »Ha ha ha... ma ez bêaqil im. [1364 demir_soregule] Ez rojê nizanim bê ez çendan dibînim... dilê min dibije hemûyan. [1365 demir_soregule] Berî niha... berî niha bi xwe dibijiya qîza midîrê banqê... ma ne te dît bê dûvê xwe çawa dihejand. [1366 demir_soregule] Û niha jî ez Perîxanê dibînim. [1367 demir_soregule] Ma ne tu nizanî bê çi qasî dibije Perîxanê. [1368 demir_soregule] Ê... de ka vê yekê safî bik... heger ez rabim bi a dilê xwe bikim, ez dildikevim hemûyan û dû re jî ez ê rûnim û xema wan bixwum. [1369 demir_soregule] Divê ez dû re tu karan ji ber xwarina xem û mitalan nekim. [1370 demir_soregule] Na gidî! [1371 demir_soregule] Spehî, spehî ne û ji bo ku dilê mirov bibije wan in. [1372 demir_soregule] Lê bila bêaqilên wek te xeman bixwun...« [1373 demir_soregule] »Ma wilo dibe Misto, hima dilê mirov bibije...« [1374 demir_soregule] »Tu ka pêşî li min guhdarî bike. [1375 demir_soregule] Te tiştek ji min pirsîbû... tu bersivekê dixwazî. [1376 demir_soregule] Ez ê îcar a rast ji te re bibêjim. [1377 demir_soregule] Çavê mino, jinik ji te hez dike, ji bo te aqilê xwe berdaye, lê tu xema ku wê hin têrpere bên û wê ji bavê wê bistinin dixwî. [1378 demir_soregule] Tu bi a min bikî, tu dê van tiştan ji hişê xwe biavêjî û di tiştên xweştir biramî. [1379 demir_soregule] Gava dor hat wê yekê, qey em jî naçin xwe di daweta wan de nahejînin. [1380 demir_soregule] Em ê bi destê wê bigirin û birevînin. [1381 demir_soregule] Bila dû re bên bi gunnê lawê te bigirin. [1382 demir_soregule] Çû... êdî Gulê a te ye... êdî wilo bizanibe. [1383 demir_soregule] Heger mir, ji axê re ye û heger sax ma, ji te re ye.« [1384 demir_soregule] »Tu baş dibêjî û xweş dikî, lê...« [1385 demir_soregule] »Lê çi? [1386 demir_soregule] Heger me li kuçê fitiland, ma ji te re. [1387 demir_soregule] Heger ku te ew kir a xwe û pê ve, wê kî bê wê ji te bistîne. [1388 demir_soregule] Tu ka bibêje min bê wê kî bê ji te bistîne.« [1389 demir_soregule] »Ew wilo ye, lê ez naxwazim wilo...« [1390 demir_soregule] »Ha ha ha... lê, divê tu bikî ku tiştê te pê kiriye, heta deh rojan bi çavan jî lê xuya bike ha ha ha...« [1391 demir_soregule] »Te dîsa piça perda ser rûyê xwe avêt û te da nav. [1392 demir_soregule] Malava, ma hima wilo hêsan e. [1393 demir_soregule] Heger mesele wek ku tu dibêjî hêsan be, ez dikarim sibê wê birevînim û »bikim a xwe«. [1394 demir_soregule] Lê ez jê hez dikim Misto... ez naxwazim wê wilo nizm bikim. [1395 demir_soregule] Ez naxwazim wê bi wî awayî bikim a xwe. [1396 demir_soregule] Ez dixwazim ku di nav xelkê de ser ji ê wê bilindtir tune bin, ez dixwazim ku her tişt normal bibin, ez dixwazim ku her kes rûmetê bidê Gulê. [1397 demir_soregule] Ax Misto! [1398 demir_soregule] Xuya ye tu min fam nakî. [1399 demir_soregule] Ez dixwazim daweteke mezin ji bo wê li dar bixim, şahiyeke mezin bikim. [1400 demir_soregule] Lê ne niha. [1401 demir_soregule] -gava wî wilo digot, Misto lê dinerî û hêdî hêdî dibeşişî. [1402 demir_soregule] Tiştên ku digotin, nediketin serê wî û serê xwe dihejand- Dibistan heye?.. ma ez dibistanê berdim? [1403 demir_soregule] Û ma tu nabêjî min bê ma em ê xwe bi çi xwedî bikin? [1404 demir_soregule] Mala me... tu dizanî ku em li malê wek kîroşkan li ser hevdu radizin... ez ê wê bibim, bikim a xwe û bi dû re... em ê di ku kevin?« [1405 demir_soregule] »Ooho, tu dibêjî kûr bajo, hûr bajo, lê bila ga ne êşin. [1406 demir_soregule] Ma wilo dibe lo? [1407 demir_soregule] Tu ka bise... ew ê çawa dibêjin... im... »bila dil bi dil be, bila doşeka me erd be, lihêfa me ezman be, balîfa me kevir be û tûrê parsê li mil be« dibêjin. [1408 demir_soregule] Ez ji birayê xwe re bibêjim... heger tu xwediyê wî aqilî bî, gava ser bi serî hat jî tu wilo nakî, tu li darê dinyê nikarî wê di ber xwe xî û pê şa bibî. [1409 demir_soregule] Ma ne tu jê hez dikî... devereke we ya razanê tune ye... jê xweştir... herin li nav mezel razin... ox... tu kes li wir tune ne... cilekî ji xwe re bibin û herin li wir razin. [1410 demir_soregule] Dinya û ezman hemû ji we re.... ox...« [1411 demir_soregule] »Malava, ne wilo hêsan e... wilo nabe... em hîna kamil nebûne, hukûmet jî me nade hevdu...« [1412 demir_soregule] »Ez ê di hukûmetê... dîsa devê min ji ku vegeriya. [1413 demir_soregule] Te çi ji hukûmetê ye lo! [1414 demir_soregule] Xwe pêş hukûmetê nekin. [1415 demir_soregule] Ma ku we bigirin wê çi ji we bikin? [1416 demir_soregule] Wê te di hepsê xin. [1417 demir_soregule] Hepis bila hepis be. [1418 demir_soregule] Dor salekê maye ku tu bibî hijdeh. [1419 demir_soregule] Te idam nakin! [1420 demir_soregule] Heta tu bibî hijdeh, nema te digirin. [1421 demir_soregule] Wê bavê wê bê li ber gunnê lawê te bigere. [1422 demir_soregule] Lê wek ku min got... hima me nû bi pişt kuçê xist, divê tu kumekî ji birayên wê re bidrû... bila bi dorê têxin serê xwe... ha ha ha... bila tiftik be... ha ha ha...« [1423 demir_soregule] »Ez ê ji te re jî yekî bidrûm, tu mereqan nexwe...« [1424 demir_soregule] Misto gotina wî birî û »ha ha ha... de were ser îmanê. [1425 demir_soregule] Bavo bila ji min re be, tu ka bidrû!« got. [1426 demir_soregule] Serdar bi dû re »Misto can, heger tu a rastiyê bixwazî, ez jî di dilê xwe de wek ku tu dibêjî dibêjim...« [1427 demir_soregule] »Ji ber ku xebera min e, tu jî wek min dibêjî. [1428 demir_soregule] Wî çaxî, rêyeke din li ber te tune. [1429 demir_soregule] Heger hewce bû, rê, revandin e û kum e, kum. [1430 demir_soregule] Dû re ez ê herim şanî birayê wê bikim û bibêjim Serdar ev dirûtiye, ma çawa ye, ma te jî yekî wilo navê?.. ha ha ha... dîtina wî hêsan e... ez ê ber esir herim ber camiyê... bê guman ew li wir e. [1431 demir_soregule] Hih! [1432 demir_soregule] di vî temenî de û camî?« got û mirûsê xwe tirş kir. [1433 demir_soregule] Heta ku di sûkê tevî re derbas bûn û li serê Kuça Belengazan ji hevdu veqetiyan jî, axavtina wan ev bû. [1434 demir_soregule] Misto, »em ê birevînin bira, heger rewş hat wir, bawer be em ê birevînin... bila dilê te safî be. [1435 demir_soregule] Bawer be êdî heger mir, ji axê re ye û heger ku ma jî, ji te re ye« got û xatir jê xwest. [1436 demir_soregule] Serdar spasî wî kir, beşişî û »ne hela baştirîn e, lê heger pêwîst be, divê em wilo bikin« got. [1437 demir_soregule] Misto, di Kuça Bexçan re serjêr bû. [1438 demir_soregule] Dû re, piştî kuça Rebenan li destê rastê fitilî û ket Kuça Şîlanan. [1439 demir_soregule] Mala wan, ji dawiya kuçê ve, a sêyem bû. [1440 demir_soregule] Di nav kuça wan û a Belengazan de, kuça Rebenan hebû. [1441 demir_soregule] Li seriyê din ê herdu kuçan, îcar Kuça Dengbêjan ew dîsa di ser kuça Rebenan re bi hevdu ve girêdidan. [1442 demir_soregule] Êdî Serdar tenê ma û Kuça Belengazan dom kir. [1443 demir_soregule] Ji Gulê pê ve tiştekî din di hiş û bîra wî de tunebû. [1444 demir_soregule] Gulê, tenê di hêwana mejiyê wî de bû. [1445 demir_soregule] Bi hezar ramanên di derheqa wê û xweşiyên pê re de, serê xwe hêdî hêdî dîsa berda ber xwe û çû. [1446 demir_soregule] Dêna xwe dîsa da hal û rewşa xwe û wê. [1447 demir_soregule] Guhê xwe da dilê xwe. [1448 demir_soregule] Ji hêlekê ve kizînî jê dihat û ji hêla din ve bayekî hênik lê rabûbû. [1449 demir_soregule] Tê derdixist ku evîndariya wê ketiye dilê wî û wek derziyeke xilqandî pê ve maye. [1450 demir_soregule] Tê derdixist ku bayê evîndariyê di dilê wî de rabûye û êdî tu xelasiya wî jê nemaye. [1451 demir_soregule] Wî çaxî Lopûhov hat bîra wî. [1452 demir_soregule] Evîna wî dixwend. [1453 demir_soregule] Gihabû ku yekê ji her-du pirtûkan bixwîne. [1454 demir_soregule] »Ma Lopûhov ji bo Vera çi nekiriye?« ji xwe re got û di derheqa xwe û Gulê de giha biryarekê. [1455 demir_soregule] »Ez ê bi destê Meyremê -na, na, ê Gulê- bigirim û birevînim ez ê wê li hemû deveran bi xwe re bigerînim di nava çi dawet û dîlana ku heye de wek demançeke pûlisî ji ber xwe bikişînim li ber pozê kurên camêran xwe pê re li erdê xînim û bihejînim« [1456 demir_soregule] Gava ket deriyê hewşê, dît ku xalê wî Evdo, Qasoyê muxtar û Cindiyê Tûjan li hêwanê li ser doşekan rûniştîne. [1457 demir_soregule] Bi ken çû ba wan. [1458 demir_soregule] »Hûn berdan xalo... xwedê topekê li mala wan û dewleta wan bixe... hûn bê sedem girtin û ji karên we hiştin« got. [1459 demir_soregule] Bi dû re berê xwe da Qaso û Cindî û »heger ku niha bavê min li malê bûya, wê heyfa roja ku hûn ji bo karê xortan ketibûn pêşiya dêya min û xêliyan ji we hilanîya« bi henekî got. [1460 demir_soregule] Ew keniyan û »wî çaxî adet wilo bû xwarzê« gotin, lê Gulçînê kenekî bi serê lêvan kir û di nav xwe û kekê xwe Evdo de cîh jê re vekir. [1461 demir_soregule] Zozanê çû di dawa xalê xwe de rûnişt, lê Gulçînê ew ji dawa wî dexist. [1462 demir_soregule] »Xalê te nexweş e keçkê, were ba min« got. [1463 demir_soregule] Serdar ji nû ve nigên xalê xwe dîtin. [1464 demir_soregule] Nû limêj kiribû, hîna li ser sicadê bû. [1465 demir_soregule] Herdu nigên wî wek du bacanên reş bûn. [1466 demir_soregule] »Wax, wax, wax... ev çi kirine ji we xalo?...ev çi hal e... xuya ye segbavan hûn êşandine, hûn ji kuştinê berdane... me jî dilê xwe xweş dikir û me digot tiştek nekirine, wê çend pirsan ji wan bikin û wan berdin...« got. [1467 demir_soregule] »Xwarzê welehî bavê me şewitandin... ne bi şevê û ne jî bi rojê etlahî didan me... welehî do dor bêriyan dev ji me berdan... ma ku mirov ket nav lepên wan hewceyî kirina tiştinan heye xwarzê?... ew her li mirov dixin... doza tivingan li me dikirin... gava me digot tivingên me tune ne, doza bê ka kî qaçaxçî ne, kî tiştên bi Kurdî dixwînin, li me dikirin. [1468 demir_soregule] Ne dînê wan heye û ne jî îmana wan. [1469 demir_soregule] Gawir in. [1470 demir_soregule] Baş bû ku ên me yên din wê sibehê çûbûn karwantiyê û xelas bûbûn, pîvaz biribûn nav Omeriyan. [1471 demir_soregule] Ew nû ji gund derketibûn û komando girt ser me. [1472 demir_soregule] Xalê te Şêro û Guro wilo xelas bûn û xalê te Reşo jî çûbû ber pez«. [1473 demir_soregule] »Erê welehî... ew xelas bûn baş e, lê xalo bi xwedê hûn êşandine... ma ên we jî wilo ne« berê xwe da herdu camêrên din û got. [1474 demir_soregule] Qaso gotin girt û got: »xwarzê bi serê te lêxistina ku li me kirin, mirov li keran nake. [1475 demir_soregule] Min bi xwe bawer nedikir ku em ê sax ji wir derkevin. [1476 demir_soregule] Ûjdanê mirovan bi wan re tune ye. [1477 demir_soregule] Bi serê te her yekî ji me destîbivirek li me şkandin. [1478 demir_soregule] Îcar serposk, pihîn û kulmên ku li me xistin qet nayên hesaban. [1479 demir_soregule] Yanî qaşo ez muxtarê wan im. [1480 demir_soregule] Ji hemû kesan bêtir li min xistin. [1481 demir_soregule] Ji xwe Remê Gurî nikarîbû bimeşe. [1482 demir_soregule] Simê mala Gewrê û birayê wî ketin bin çengê wî û ew di nav xwe re birin«. [1483 demir_soregule] »Çûn ku?.. ma ka we bi ku ve şandin... bila ew jî bihatina vir« Serdar got. [1484 demir_soregule] »Ew jî çûn mala merevên xwe. [1485 demir_soregule] Min ji wan re got werin em herin mala Gulçînê, lê nehatin. [1486 demir_soregule] Nexwestin rê li we teng bikin. [1487 demir_soregule] Lê xem nake xwarzê, em gelek bûn, em hemû di vir hilnedihatin. [1488 demir_soregule] Gava cîh hebe, mirov li hevdu teng neke baştir e«. [1489 demir_soregule] »Xem nedikir xalo...« gava Serdar got, Gulçînê gotin ji devê wî girt û got: »kurê min bi serê te min jî ji xalê te re got, lê xuya ye xwestine herin mala merevên xwe, li mala Faroyê Omerî ne« [1490 demir_soregule] »Ka em ê nigên we di nav ava germ û xwê xin û bifirkînin... dibêjin ku xwê û ava germ baş e«. [1491 demir_soregule] »Na xwarzê, xem nakê, ez xalê te me... ma min hindik rojên wilo dîne! [1492 demir_soregule] Wê di çend rojan de rehet bibin... bila canê xwarziyê min ji min re sax be... de ka qala xwe û dibistanê bik. [1493 demir_soregule] Înşeleh xircir tune. [1494 demir_soregule] Hûn xwendekar jî ne rehet in...«. [1495 demir_soregule] Cindî got »welehî xebera wan e... ma ji bo ku em tê derxin ku tadahiyan li me dikin, divê hîna çi bikin ji me. [1496 demir_soregule] Em ne bi zimanê wan dizanin û ne jî bi bextê wan. [1497 demir_soregule] Bi xwedê xebera xwendekaran e... em û ew ji vir heta ba xwedê dûrî hev in. [1498 demir_soregule] Ma em çiyên hevdu ne. [1499 demir_soregule] Heta ku ew li welatê me bin, wê halê me jî ev be. [1500 demir_soregule] Lê em pîs in, yek ji me bi a yê din nake«. [1501 demir_soregule] Qaso, »erê lawo em jî zanin xebera wan e... lê ma ka em ê çawa bikaribin bi vî leşkerê mezin... xebera wan e, lê ma ka mezinekî ku em hemû bi a wî bikin heye? [1502 demir_soregule] Ma kîjan axe xwe dide ber barekî wilo giran?«. [1503 demir_soregule] »Wê çêbibe« Cindî got. [1504 demir_soregule] Evdo gotin girt û got »xwezî bi wê rojê... lê ma ka... xebera muxtêr e... yek ji me bi a yê din nake... bê mezin ev kar nabe... lê ma ka mezinê me... xwedê em hemû pîs kirine û ji guhên xwe avêtine. [1505 demir_soregule] Ew jî nema serê xwe bi me diêşîne«. [1506 demir_soregule] Serdar, »gelî xalan, ev yek bi mezinekî nabe. [1507 demir_soregule] Divê em hemû ji hêla xwe ve lê rabin. [1508 demir_soregule] Em ne pîs in, lê em nezan in. [1509 demir_soregule] Heger em li hevdu guhdar bikin û hevdu fêrî tiştên baş bikin, wê mezin ji nav me derkevin...« [1510 demir_soregule] »Hah, tu çavê min î xwarzê... em him nezan in û him jî li hevdu guhdar nakin« Cindî got û gotina wî birî. [1511 demir_soregule] Evdo, »bêhna fireh, bêhna fireh... wê ew roj jî bê«. [1512 demir_soregule] Gulçînê bi şik û tirs got, »de ka ji xwe re qala tiştekî din bikin... hezar di kuçê re diçin û hezar tên... wê dengê we here hinan...«. [1513 demir_soregule] Evdo, »rast e weleh... ma ka wê Ûsivo kengî bê?« got. [1514 demir_soregule] »Hîna wextê hatina wî nehatiye, hîna dinya germ e« Gulçînê got û rabû ser xwe. [1515 demir_soregule] »Ez ê herim li xwarina xwe binerim... min îro hûn ji nêza kuştin« got û çû. [1516 demir_soregule] Serdar da dû. [1517 demir_soregule] Çûn aşxanê. [1518 demir_soregule] »Ka te çi çêkiriye yadê« got û xwest rewşê bizanibe. [1519 demir_soregule] »Kurê min welehî gelek pere bi min re nemabûn. [1520 demir_soregule] Ez çûm min dû kîlo goşt anîn... min tirşikeke bi goşt çêkiriye û min birincek jî di ber re daye ser«. [1521 demir_soregule] »Baş e, wê xweş be«. [1522 demir_soregule] Nûro, lawê Faroyê Omerî ket hewşê. [1523 demir_soregule] »Merheba kek Serdar« got û him di ber re meşiya hêwanê û him jî »mêvanên me ez şandime... dolmîşa Hecî Emer hatiye, wê herin malê. [1524 demir_soregule] Ma wê mevanên we jî bên« got û berê xwe da mêvanan. [1525 demir_soregule] Deng çû wan. [1526 demir_soregule] Hersêyan bi hevdu re gotin, »erê xwarzê, erê. [1527 demir_soregule] Ma hima niha?«. [1528 demir_soregule] »Erê welehî, Hecî Emer gelekî ecelê dike«. [1529 demir_soregule] »Bi xwedê heta hûn xwarinê nexwin, hûn ji vê malê dernakevin« Serdar got. [1530 demir_soregule] Gulçînê ji aşxanê derket. [1531 demir_soregule] »Li min qirikê, hûnê çawa bê xwarin herin. [1532 demir_soregule] Qiyamet jî rabe ez we bernadim. [1533 demir_soregule] Tew min jî dilê xwe xweş dikir û digot wê îşev li ba me bin« got û berê xwe da Nûro: »bila xwe hinekî ragirin... kirî çêbibe, bila firavîna xwe bixwin dû re. [1534 demir_soregule] Ma xwene ferman e. [1535 demir_soregule] Îro serê deh rojan e xwarin wek mirovan di qirika wan re daneketiye xwarê. [1536 demir_soregule] Wey xwedê bike ku nema xwarin di qirika yên ku ev qase tadahî li wan kirin re, dakeve«. [1537 demir_soregule] Evdo »xuşkê, bila zarok bixwun, me qebûl kir, wek ku me xwar... ma xwene em ê te kêm bikin. [1538 demir_soregule] Em ê zû herin malê, xem nake, çavên maliyên me jî li rê ne û hezar karên me ketine ser hevdu« got û destûra çûnê xwest. [1539 demir_soregule] Qaso û Cindî jî wek wî gotin. [1540 demir_soregule] Lê ne Gulçînê û ne jî Serdar xwe dan ber bazareke wilo. [1541 demir_soregule] »Dinya xerab bibe heta hûn xwarinê nexwin, em we bernadin« gotin. [1542 demir_soregule] Nûro bi wê yekê bi paş ve şandin. [1543 demir_soregule] Gulçînê bi xurtkirina êgir ve beziya. [1544 demir_soregule] Serdar çû li ba xalan rûnişt û ew ragirtin. [1545 demir_soregule] Piştî ne bi gelekî, Gulçînê û Sînemê dest bi kişandina xwarinê kirin. [1546 demir_soregule] Serdar, firax ji destê Sînemê girtin û rast kirin. [1547 demir_soregule] Dû re, îcar Gulçînê bi legana tirşikê hat û Sînemê jî bi a birincê. [1548 demir_soregule] Hilma germ ji wan diçû. [1549 demir_soregule] Bêhnê hêwan dagirt. [1550 demir_soregule] Evdo, »ohnan, welehî îro Gulçîna me qiyameta xwarinê rakiriye« got. [1551 demir_soregule] Qaso û Cindî jî »erê welehî, ecêb rakiriye« gotin. [1552 demir_soregule] Bi merdî dadanê. [1553 demir_soregule] Gava hîna dixwarin, Nûro dîsa hat û qasidiya ecelekirinê gihand wan. [1554 demir_soregule] Piştî bîstikekê Hecî Emer bi xwe hat û bi dengê xwe yê wek ê her carê kir qir qir. [1555 demir_soregule] Gulçînê dengê xwe bi ser ê wî xist û xwest wî li ser sifrê rûnîne, lê »min xwariye. [1556 demir_soregule] Gulçînê te îro ez dereng xistim, ez ê hîna herim tiriyê Talatiyan bînim« got. [1557 demir_soregule] Gulçînê dîsa gotina xwe bi ser a wî xist û ew haş kir. [1558 demir_soregule] Gulçînê bi a xwe kir, ew bernedan. [1559 demir_soregule] Xwarina xwe xwarin. [1560 demir_soregule] Gava rabûn, ji meşa wan xuya dibû ku meşa li ser wan nigên reş û werimî, janeke nedîtî dide nava wan... hersê jî dikuliyan. [1561 demir_soregule] Serdar gelekî li ber xalê xwe û Kurikiyên din ket. [1562 demir_soregule] Ji bîra wî nediçû. [1563 demir_soregule] Gava ket nav nivînan baştir tê ramiya. [1564 demir_soregule] Pêşniyarên Xalit hatin bîra wî. [1565 demir_soregule] Dît ku xebera wî ye. [1566 demir_soregule] Dît ku gava zalim û keleş tune bin, wê azadî û xweşî li dar bin. [1567 demir_soregule] Dît ku jîneke li ser hîmên hevkariyê ava bibe, geş e û mirovê ku lê dibin mêvan, şa ne. [1568 demir_soregule] Welatekî geş û azad dihat ber çavên wî. [1569 demir_soregule] Ne girtin, ne lêdan û ne jî tirs lê hebûn. [1570 demir_soregule] Da dû wan xweşiyan û li nav geriya. [1571 demir_soregule] Dû re, Gulê dor saetekê bû mêvana wî, dest bi dana xweşiyên evîna êvaran kir. [1572 demir_soregule] Gulê gelekî nerm û germ û merd bû. [1573 demir_soregule] Serdar, li ser xweşiyên pê re, tavilê li cîhekî ket xewê. [1574 demir_soregule] Lê heçê Gulê bû, ew di nav lerz û kêf û xweşiya rojê tenê de bû. [1575 demir_soregule] Cîhê tu tiştekî din di bal û hişê wê de tune bû. [1576 demir_soregule] Li ser xweşiya xeyalên bi wî tenê re, di himbêza wî de dereng ket xewê. [1577 demir_soregule] Sibehê gava çû dibistanê, hîna jî ew lerz û kêf û dilgeşiya roja çûyî û xweşiyên êvarê, ên nav nivînan di bedena wê de bûn. [1578 demir_soregule] Bedena wê bi wan xweşiyan hevdu girtibû û meyabû. [1579 demir_soregule] Bextiyariya wê, ne wek a hemû rojan û a tu kesan bû. [1580 demir_soregule] Bala wê û hişê wê hemû li ser Serdar bû. [1581 demir_soregule] Di navbira pêşî de, Serdar çû li ber rawestiya. [1582 demir_soregule] Piştî çend gotin axavtin, tew dîtin ku herdu tenê mane. [1583 demir_soregule] Ew bahoza ku do di dilê wan de rabûbû û hinekî aş bûbû, dîsa dîn bû û rabû. [1584 demir_soregule] Cara yekem bû ku herdu bi hev re, wilo tenê diman. [1585 demir_soregule] Ji ber wê yekê, xiroşî di bedena wan de girantir û bêdengiya li dora wan jî kertir bû. [1586 demir_soregule] Destên wî hêdîka çûn bi aliyê Gulê de. [1587 demir_soregule] Li nîvê rê bi wan hisiya, ragirtin û ma. [1588 demir_soregule] Li ber xwe nerî. [1589 demir_soregule] Ji xwe re »ev delala wilo teze, wilo giranbuha a min e... lê ez ê destên xwe nedimê« got. [1590 demir_soregule] Şerm kir, li ber xwe nerî. [1591 demir_soregule] Lê di rewşên wilo de, dil û dest bi piranî naxwazin bi a êqil bikin. [1592 demir_soregule] Dilê wî lê dixist û ew kila. [1593 demir_soregule] Awira xwe hêdî hêdî hilda, lê nerî û bi dilovanî got »Gulê, ez gelekî ji te hez dikim. [1594 demir_soregule] Tu li ber dilê min pir spehî û şêrîn î. [1595 demir_soregule] Ez bê şik im ku ez ê yeke ji te spehîtir nebînim... li yeke ku ez bikaribim ji te bêtir jê hez bikim, rast neyêm. [1596 demir_soregule] Ez bêşik im... ez dixwazim heta ku ez û tu em dibistanê biqedînin, tu li bendî min bimînî û bi dû re jî bibî a min. [1597 demir_soregule] Ez dixwazim tu bibî şirîka emrê min û bi min re pîr bibî... tu bi min re sed salan bikî û sed salên sax xweşiyê bidî min. [1598 demir_soregule] Ez dixwazim vê yekê ji te re bibêjim. [1599 demir_soregule] Ka tu çi dibêjî... ez nema xwe digirim«. [1600 demir_soregule] Gulê lê dinerî û mabû. [1601 demir_soregule] »Çiqasî xweş dibêje, ji pirtûkan fêr bûye« ji xwe re digot. [1602 demir_soregule] Lê xwe zû da ser hevdu û »ez jî pir ji te hez dikim, ez jî dixwazim sed salan bi te re bijîm... bawer be ez ê hew a te bim û li bendî te bim, soz« got. [1603 demir_soregule] Mebesta ku ji êvarê ve di dilê wan de bûbû çend gotinên wek bizotên êgir û ew dişewitandin, bi dorê ji dilê xwe vala kirin û gotin. [1604 demir_soregule] Soza giran ji hevdu girtin. [1605 demir_soregule] Êdî rehên bedenê yên zewirî hevdu berdan, hêsanî ket bedenê û xweşiya jînê xweştir bû. [1606 demir_soregule] Wê Gulê piştî ne gelekî şazdeh temam bikirina û biketa huvdehan. [1607 demir_soregule] Lê hîna wî çaxî tu nîşanên zaroktiyê lê nemabûn. [1608 demir_soregule] Rengê xwêya pîrekî baştir lê xuya dikir, hilm û bêhn jê diçû. [1609 demir_soregule] Bedena delal, xwestina dilan bi dîtina carekê tenê re di nav goştê nêr de dîn dikir. [1610 demir_soregule] Êdî memikên wê nema wek berê bi şermokî hew serê xwe tenê di bin kirês de hildabûn, êdî mezintir bûbûn û li ser sênga wê belav bûbûn, fesaleke pîrekî ya spehî didan sênga wê. [1611 demir_soregule] Kêlekên wê firehtir bûbûn û çîmên wê qalintir bûbûn. [1612 demir_soregule] Êdî gava dimeşiya, goştê pîrekî li ser sêng û kulîmekên wê bi jêr û jor de dihejiya. [1613 demir_soregule] Her babet tevsala pîrekî di bedena wê de ava û tekûz dibû. [1614 demir_soregule] Bûbû numûneyeke spehîbûna pîrekî. [1615 demir_soregule] Serdar ew spehîbûn didît. [1616 demir_soregule] Êş û şikên ku di nava wî de bûn, aş bûbûn. [1617 demir_soregule] Nefeseke dirêj, tenik û hênik kişand û beşişî. [1618 demir_soregule] Rehên bedena wî yên rakişiyayî hevdu berdan, hêsanî ket laşê wî û mêraniya wî hat bîra wî. [1619 demir_soregule] Êdî bahoza xwestinên erotîkî bi awayekî dîn di nava wî de rabû û girt goştê canê wî. [1620 demir_soregule] Kontrola li ser destan û bedenê zû wenda kir. [1621 demir_soregule] Xiroşeke nerm ji ber ket bedena wî. [1622 demir_soregule] Lerza şermokiya xortaniya nûhatî da goştê wî. [1623 demir_soregule] Lê ew diajot ser. [1624 demir_soregule] Destekî xwe bi lerza gava ku dil dike ji bo mirinê raweste, avêt ser stûyê wê, ê din jî avêt newqa wê û ji bo ku wê ji dev û lêvan maçî bike, ew ber bi xwe de kişand. [1625 demir_soregule] Tavilê wek gava cotkarekî tî, çaxê germa nîro devê xwe dixe ava kaniyeke sar di quntara çiyan de, devê xwe xist ê wê, ew maçî kir û mijt. [1626 demir_soregule] Dixwest wê bi maçîkirinê zuwa bike, hemûyî bimije û biçikîne. [1627 demir_soregule] Tîna wî nedişkest. [1628 demir_soregule] Lê mercên civatê giran bûn û zû hatin bîra Gulê. [1629 demir_soregule] Mecbûrî parastin û hilanîna bedena xwe bû. [1630 demir_soregule] Bi hêza êqil, rişmên xwestinên bedena xwe û dilê xwe girtin, kişandin û nexwest ku xwe wilo li rastan bi nav destan de berde. [1631 demir_soregule] Bi nazdarî xwe ji nav destên wî şemitand, gavekê çû bi paş de û »na ezîzê min, ez tika dikim, ez hew a te me, ez ê heta çaxê tu bibêjî, li bendî te bim, lê niha li vir destên xwe nede min. [1632 demir_soregule] Ez jî te dixwazim, lê ne li vir, na... careke din, li cîhekî xewle... şevekê were pişt mala me, li wir. [1633 demir_soregule] Lê li vir na, wê hin bên me bibînin. [1634 demir_soregule] Ne îro, rojeke din... li cîhekî din...« got. [1635 demir_soregule] Wek roviyê ku kevok ji nav lepên wî bifilite li Serdar hatibû. [1636 demir_soregule] Bêdeng û bêlebat lê dinerî û mabû. [1637 demir_soregule] Poşman bûbû. [1638 demir_soregule] Şerm dikir. [1639 demir_soregule] Şerma ji ber şkestinê, ji ber biserneketinê, ji ber bidestnexistinê bû. [1640 demir_soregule] Şerma ji ber redbûnê bû. [1641 demir_soregule] Şerma ji ber êrîşa ku biribû ser rastiyê bû. [1642 demir_soregule] Didît ku xebera wê ye. [1643 demir_soregule] Heqîqet çi be bila bibe, didît ku ji ber rewşa civatî xebera wê ye. [1644 demir_soregule] Tavilê ev yek bi hejandina serê xwe jê re diyar kir. [1645 demir_soregule] Xwe deyindarê ravekirina kirina xwe dît. [1646 demir_soregule] Bîstikekê ma û got »bibuhure Gulê... ma ne tu dibînî Gula min, delala min... ev yek bi gelek awan li me qedexe kirine. [1647 demir_soregule] Tu delala min î, ez dixwazim te maçî bikim û ez bawer im ku tu jî dixwazî min maçî bikî, lê mixabin em nikarin. [1648 demir_soregule] Ji ber ku heger hin me bibînin, wê navekî xerab bînin ser min û te. [1649 demir_soregule] Tu dê bibî a min, me wilo li hev kiriye, lê dîsa jî qebûl nakin. [1650 demir_soregule] Rast e, xebera te ye, wê xelk me bihetikînin. [1651 demir_soregule] Ez naxwazim ku tiştên wilo bên serê te. [1652 demir_soregule] Min bibexşîn, ez nizanim bê min îro çima wilo kir. [1653 demir_soregule] Heger tu rastiya wê dixwazî, ez ji destê xwe derketibûm û bê kontrol bûbûm. [1654 demir_soregule] Tiştekî ku ez bi ser te de didahfandim û min xwe li ber negirt ketibû nava min. [1655 demir_soregule] Min xwe li ber nedigirt. [1656 demir_soregule] Ax, ev civata me... bawer be bi qasî ku min xwendiye û bihîstiye, li tu deveran ne wilo ye. [1657 demir_soregule] Ma gelo çi xeletî di vê yekê de heye. [1658 demir_soregule] Bawer be ev yek, hew li çend welatên me misilmanan tenê qedexe ye. [1659 demir_soregule] Wek li hemû welatên misilmanan, hîna me xortan li vir jî şoreşa xwe nekiriye, me xwe ji mercên jîna civatê û ên olî û exlaqî yên kevnar azad nekiriye, me jîna xortaniya azad bi dest nexistiye. [1660 demir_soregule] Em xortaniyê najîn. [1661 demir_soregule] Bawer be xortên xelkê ne wek me ne. [1662 demir_soregule] Ew azad in. [1663 demir_soregule] Lê em? [1664 demir_soregule] Em, na! [1665 demir_soregule] Em dîlketî ne. [1666 demir_soregule] Bawer bik her tişt li me hatine qedexekirin. [1667 demir_soregule] Ya em zarok in û ji gelek tiştan bê par in, ya jî em pîrek û zilam in û em dikevin bin berpirsyariyên civatî, exlaqî û aborî yên giran«. [1668 demir_soregule] Lêvên wî diricifîn, îcar lerza hêrsê ketibû dengê wî. [1669 demir_soregule] Serê xwe hinekî daxist ma. [1670 demir_soregule] Gulê, »ez jî wilo bawer im, tu rast dibejî. [1671 demir_soregule] Lê... lê dîsa jî ez hêvî dikim dilê te ji min namîne« got. [1672 demir_soregule] »Na Gula min, xebera te ye, dilê min qet ji te namîne. [1673 demir_soregule] Lê bi baweriya min, ev yek zîndanîkirina hêleke mirovan tevî ye; bi qeyd û zincîrên pir qalind û kevnar girêdan û zeftkirina azadiya xwestinên mirovan e. [1674 demir_soregule] Lê xem nake Gulê... xem nake. [1675 demir_soregule] Em ê jî rojekê wê şoreşa xwe bikin, azadiya xwe bi dest bixin. [1676 demir_soregule] Ma nexwe doza me çi ye! [1677 demir_soregule] Bila ên bi dû me re, ne wek me bijîn. [1678 demir_soregule] Bawer be, ew ê azad bin û dilşa bin. [1679 demir_soregule] Belkî dema ku zarokên me bibin wek min û te, wilo bibe«. [1680 demir_soregule] Gulê bi dilgeşî dibeşişî. [1681 demir_soregule] Xwe wê bîstikê, dêya komeke zarokên wî didît. [1682 demir_soregule] Çi dilgeş bû. [1683 demir_soregule] Êvar bû. [1684 demir_soregule] Zarok hîna li kuçê di lîstikan de bûn, bebek razabû. [1685 demir_soregule] Dor, a xwespehîkirina wê bû. [1686 demir_soregule] Li ber mirêkeke mezin bû û li xwe dinerî, xwe şeh dikir. [1687 demir_soregule] Çaxê hatina wî ya ji karî bû. [1688 demir_soregule] Şîv çêkiribû, amade bû, li bendî wî bû û êdî xwe ji wî re spehî dikir. [1689 demir_soregule] Êdî bi awirên dawî li xwe dinerî. [1690 demir_soregule] Kirasê wê gulgulî bû, porê wê bi ser de rijiyabû û li mala xwe û wî, xatûna wî bû û li bendî wî bû. [1691 demir_soregule] Hima ku bihata, wê ew himbêz bikira, ew maçî bikira û hîna bi dû re wê biçûya gazî zarokan bikira. [1692 demir_soregule] Êdî herdu bêdeng mabûn û li hevdu dinerîn û dibeşişîn. [1693 demir_soregule] Lêvên wan diricifîn. [1694 demir_soregule] Bi xiroş bûn. [1695 demir_soregule] Tiştekî din ê negotî, nema dihat bîra wan. [1696 demir_soregule] Bêrîvanê zanîbû ku herdu tenê mabûn. [1697 demir_soregule] Berî hemû kesan hat jor. [1698 demir_soregule] Xwe nêzîkî herduyan kir û got »welehî heger hûn wilo bikin, hûn ê bibin benîşt û di devê xelkê kevin... hinekî hêdî hêdî lê herin«. [1699 demir_soregule] Bi awayekî nîvtawanbar, »me tiştek nekiriye, em ji xwe re diaxivin« gotin. [1700 demir_soregule] »Ez dizanim ku hûn ji xwe re diaxivin« bi henekî got û bi dû re, »lê ma gelo wê xelk jî wilo bibêjin«. [1701 demir_soregule] Serdar, »rast e, bibuhur... em ê careke din tiştekî wilo nekin... yanî em ê tenê nemînin... em ê carê li ber çavan bin« got. [1702 demir_soregule] Roj dilgeş dihatin û her wilo dilgeş diçûn. [1703 demir_soregule] Hezkirineke bêşik û qewîntir di nav wan de ava dibû. [1704 demir_soregule] Êdî xwe ji hevdu re hisab dikirin. [1705 demir_soregule] Pêşeroj, jîna wan a hevbeş bû. [1706 demir_soregule] Ji ber wê yekê, her rojê û her gavê tiştên ku ji hevdu re bigotina û li ser bi hevdu bişêwiriyana hebûn. [1707 demir_soregule] Sextiyên ku carnan jînê derdixistin pêşiya wan, kul û xemên wan û her babet dilgeşiyên wan hevbeş bûn. [1708 demir_soregule] Êdî ên hevdu bûn. [1709 demir_soregule] Dildarî û sozdariya wan, ji dibistanê tevî ve eşkere bûbû. [1710 demir_soregule] Hin kêfxweş dibûn û hin jî zikreş. [1711 demir_soregule] Lê êdî wan jî nema pir guh didan xelkê. [1712 demir_soregule] Çaxê ku hewa û dinya xweş bû, li derve, li cîhekî nîvxewle radiwestiyan û diaxivîn û zivistanê jî li korîdorê, li ber paca mirêka başûr radiwestiyan û diaxivîn û bingehê jîneke hevbeş dihûnan... [1713 demir_soregule] Heta zivistan hat, êdî hevdu baştir naskirin û gihan ku gelek tiştan ji hevdu re bibêjin. [1714 demir_soregule] Jîna bi dilketinê xemilî, xweşiyeke bêhempa bû. [1715 demir_soregule] Xweşiya dilê xortanî ya ku di dilê wan de hatibû hûnan, roj bi roj bedewtir dibû. [1716 demir_soregule] Êdî xwe li ber nedigirtin. [1717 demir_soregule] Bi awiran û gotinên sergirtî ji hevdu re digotin bê çi ji hevdu dixwestin. [1718 demir_soregule] Tavilê ji hevdu re gotin. [1719 demir_soregule] Hîna berî ku şevên çile ên reş û ker herin û cîh bidin şevên buhara ruhnî û geş, şevekê, piştî eşayê, li pişt xênî civan dan hevdu. [1720 demir_soregule] Dor nîvsaetê bi hevdu re tenê man. [1721 demir_soregule] Nîvsaetê bi maçîkirin û firkandin û himbêzkirinan, cara pêşî gihan hinek tahma xweşiya xortaniyê. [1722 demir_soregule] Dîtin bê gava ku du bedenên nêr û mê nêzîkî hevdu dibin, çi dibe û çi xweşiya nedîtî bi hev re û ji bo hev diafirînin. [1723 demir_soregule] Herdu nîvsaetê di nav de heliyan. [1724 demir_soregule] Gava Gulê çû hundur, Sêvê, ji hinarkên wê yên sorbûyî, lêvên wê yên sipîçolkî û werimî, ricf û xiroşa ku ketibû bedena wê û bêhna wê ya çikiyayî, tê derxist bê çi û çi kirine. [1725 demir_soregule] Kê ew wilo bidîta, wê tê derxista. [1726 demir_soregule] Destê wê ket dilê wê. [1727 demir_soregule] Ew zû bir oda mêvanan û hin şîretên xuşkan û mezinan lê kirin. [1728 demir_soregule] »Divê we a dawî nekiribe... hevdu bibînin, lê divê hûn hin tiştan nekin... sozê bide min« got. [1729 demir_soregule] Gulê soz da û baweriya wê anî ku ji maçîkirin û firkandinê bi wir de neçûne. [1730 demir_soregule] Sêvê çû av jê re anî û lewento bi ser dakir, ew ji nav xiroş û xeyalan vegerand û şidand. [1731 demir_soregule] »Hevdu bibînin, lê divê hûn hin tiştan nekin... sozê bide min« got. [1732 demir_soregule] Gulê soz da, lê dîsa jî hevdu careke din bi wî awayî nema dîtin. [1733 demir_soregule] Nema wêrîbûn. [1734 demir_soregule] Ji hevdu re eşkere gotin û li hevdu kirin ku wê nikaribin xwe li maçîkirinan ragirin. [1735 demir_soregule] Heta dem bû buhar, Misto û Serdar jî bûn du hevalên pir nêzîkî hevdu. [1736 demir_soregule] Çend carekî bi malbatî ser dan hevdu, hevdu gazî şîvê kirin û şevbuhêrk bi hevdu re buhartin. [1737 demir_soregule] Bûbûn wek malekê. [1738 demir_soregule] Zivistan wilo çû û buhara rengîn hat. [1739 demir_soregule] Germê û tîrêjên roja zêrîn bi awayekî din dan berojê Bagokê û Nisêbînê jî dan ber xwe. [1740 demir_soregule] Dinya dixemilî, dil dikemilîn, geş dibû û beden germ dibûn. [1741 demir_soregule] Serdar û Gulê jî demsaleke din mezin dibûn. [1742 demir_soregule] Hêviyên di dilê wan de, xwe li hevdu digerandin û wek çinareke di devê çemê Newala Bûnisra de bilind dibû. [1743 demir_soregule] Wek ku ahd dabû ku wê bigihije ezmên, dikişiya. [1744 demir_soregule] Her rojê bilindtir û geştir dibû. [1745 demir_soregule] Dema serma zivistanê hêdî hêdî cîhê xwe dida germa buhara jîndar, gava êdî qeşa diheliya, axê hevdu berdida, hilm û bêhn jê diçû û repin ji nav dikişiya, av di şax û rehên daran digeriya, bêhna geşiya evîna wan bi xwe jî di gulîstana dilên wan ên ciwan de dest pê kiribû û difûriya. [1746 demir_soregule] Dilan, gerdûna dinya xwe hemû bi wê hilm û wê bêhna nû, hêdî hêdî dadigirtin û xweş dikirin. [1747 demir_soregule] Xwestin û hêviyan, xwe li hevdu dipêçan û diçûn di mêrgên dilan de, li deverên xweştirîn seyran dikirin û dû re dihatin xweşiyên ku jiyabûn ji wan bi xwe re eşkere dikirin, ew li xweşiyên jîna xortanî sortir dikirin. [1748 demir_soregule] Êvîndarî di dilên wan de rabûbû pîkolê û ew dihejandin. [1749 demir_soregule] Gulê bi xwe bûbû wek dareke li ber bahozeke pir xurt, xwe bi kotekê digirt. [1750 demir_soregule] Hedanî di bedena wê de nemabû. [1751 demir_soregule] Pêşeroja wê ya bi Serdar re, li ber çavên wê, wek roja ku tije jîn bû diçirisand. [1752 demir_soregule] Dilbijîna wê bêhedan bûbû. [1753 demir_soregule] Dilbijîna wê, bûbû wek aveke li kelê û wilo di rehên bedena wê de digeriya. [1754 demir_soregule] Pir germ bû, ew dişewitand. [1755 demir_soregule] Êşeke germ û xweş dida bedena wê. [1756 demir_soregule] Ew êşa ku buhar dide hemû tiştên nêr û mê bi xwe bû. [1757 demir_soregule] Wê salê buhar zû hatibû çiyan û dilan. [1758 demir_soregule] Hilm û bêhneke bê dawî ji dinyê diçû! [1759 demir_soregule] Buhara di deşt û çiyayên dilê wê de, buhareke ji buharên her salê cuda bû. [1760 demir_soregule] Buhareke dîn û har bû. [1761 demir_soregule] Gulê hema dîtibû ku êdî qîzeke gihayî ye û sor û şêrîn dibe. [1762 demir_soregule] Xweşiya ku buharê bi xwe re dianî û diyarî bedena wê dikir, di temamê bedena xwe de his dikir û tahmeke bêhempa jê digirt. [1763 demir_soregule] Gava carê serê xwe dişuşt, tibabekî li xwe dinerî û xwe dipîva. [1764 demir_soregule] Him serbilind dibû û him jî êşeke kamax dikişand. [1765 demir_soregule] Pîrekbûn, bi êş û jan û evîndarî di bedena wê de ava û tekûz dibû. [1766 demir_soregule] Êdî hêza hezkirinê û xwestinên pîrekî, bedena wê dagir kiribûn. [1767 demir_soregule] Du hêzên pir xurt bûn. [1768 demir_soregule] Ew zû girtibûn. [1769 demir_soregule] Dinya li dora Serdar jî, bi evîndariyê tije dilgeşî bûbû. [1770 demir_soregule] Xweşiyeke nedîtî xwe berdabû ser goştê bedena wî û dilê wî. [1771 demir_soregule] Hêviya wî bilind bû, şik û taswas ji dilê wî derketibûn. [1772 demir_soregule] Pêşeroj yekser geş û ewle bû. [1773 demir_soregule] Dilê wî bi xweşiya wê yekê nepixîbû. [1774 demir_soregule] Bedena wî xwe li hêsaniya wê xweşiyê pêçabû. [1775 demir_soregule] Bedena wî li dilê wî sivik dihat. [1776 demir_soregule] Wek nepoxeke li ber bê bû. [1777 demir_soregule] Wek ku difiriya lê dihat. [1778 demir_soregule] Buhar demsaleke cuda ye. [1779 demir_soregule] Xwediya taybetiyên cuda ye. [1780 demir_soregule] Merd e, xweş e, geş e. [1781 demir_soregule] Gava çiyan bi hatina buharê re hêdî hêdî kirasekî kesk li xwe dikirin û êdî ji herdu bajaran xweş diçirisandin, evîndarî xweştir dibû. [1782 demir_soregule] Buhar demsaleke erotîk e. [1783 demir_soregule] Ew diyariya merdbûna xwe ya taybetî berdida bedenên bi xwîn û goşt. [1784 demir_soregule] Ew yek, vatiniya ku sirûşt dide hemû tiştên bi can û xwîn û jîn e. [1785 demir_soregule] Piştî ku ew merdî dikeve rehan û bedenê, êdî xwestineke bêhedan e tiştê ku wan germ û xurt dike û dajo ser mecala aşkirinê. [1786 demir_soregule] Ev yek, di jîna heywan û çûkan de eşkere ye. [1787 demir_soregule] Bi lep û lapûşk û diranan êrîşî hevdu dikin û xwe jê bêpar qebûl nakin. [1788 demir_soregule] Ji xwe nikarin bikin. [1789 demir_soregule] Mercê jînê û xwezêdekirinê ye, misoger e. [1790 demir_soregule] Kar û lebat û xwestina xwezêdekirinê, armanca buharê ye. [1791 demir_soregule] Em mirov jî di ber de ne. [1792 demir_soregule] Dinya wilo ava bûye û nifş wilo ji hevdu zêde bûne. [1793 demir_soregule] Bapîrên me, bapîrên wan bapîran bi xwe, bi hezar salan ev yek ji me re anîne û dane me. [1794 demir_soregule] Vatiniyek e. [1795 demir_soregule] Nifşek digire, dijîne û bi dû re dide nifşekî din. [1796 demir_soregule] Dor e. [1797 demir_soregule] Hin tên, dorê dikin û berî ku herin jî didin hinên din. [1798 demir_soregule] Êdî dora Gulê û Serdar û nifşê wan bû. [1799 demir_soregule] Ji ber wilo bû ew û ên din êdî hêdî hêdî bi vatiniya xwe radibûn, wan jî dikirin ku dora xwe bikin. [1800 demir_soregule] Lê ew dara evîndariya di dilê Serdar de, wek ku ji nifşkê ve birûsk li dareke heyaman bixe, lê hat. [1801 demir_soregule] Hinek jê hilweşiya. [1802 demir_soregule] Buhar, wek ku dihat neçû serî. [1803 demir_soregule] Geş dihat, xweş dihat, lê bi êş çû. [1804 demir_soregule] Serê buharê bobeleteke xaîn hat serê malbata wî û ew jîna ku ketibû ser rêya hêviyên geş, birîndar kir û çû. [1805 demir_soregule] Xwezî felek ne xaîn ba [1806 demir_soregule] geşiya dilan her daîm ba [1807 demir_soregule] jîna li dinyê tim rengîn ba [1808 demir_soregule] cîhê êş û kulan nav êgir ba, hêtûn ba... [1809 demir_soregule] Lê feleka xopan xaîn e, xweşiya dilan ne her daîm e, cîhê êş û kulan ne nav êgir e, ne tu hêtûn e. [1810 demir_soregule] Cîhê wan, dilê reben e, nav goştê nerm û germ e. [1811 demir_soregule] Çawa! [1812 demir_soregule] Xwediyên êş û kulan rastiya vê yekê baş dizanin. [1813 demir_soregule] A rast, êş û kul dibin mêvanên dilê hemû kesan. [1814 demir_soregule] Tên naskirin. [1815 demir_soregule] Lê dîsa jî divê çîroka xaîntiya felekê bê gotin. [1816 demir_soregule] Divê bê gotin bê çawa difitile û ji nifşkê ve ji paş de li mirov dixe. [1817 demir_soregule] Divê herî ji serî ve bê gotin. [1818 demir_soregule] Ji bo ku derkeve bê çawa digere û li ên ku serê bennê xweşiyên jîne zeft kirine dixe. [1819 demir_soregule] Serdar lawê Ûsivê Mûsik û Gulçînê bû. [1820 demir_soregule] Berî pazdeh-şazdeh salekî ji ber xizaniyê, ji herêma Omeriyan, ji gundê Talatê bar kiribûn Nisêbînê. [1821 demir_soregule] Ji Talatê, ji mala Mûsik in. [1822 demir_soregule] Mala Mûsik di wextê xwe de pir halxweş bûn. [1823 demir_soregule] Lê her ku malbat mezin bûbû, milk li hevdu par vekiribûn û her ku jinek anîbûn, hinek ji milkên mayî tê de dabûn û lawaztir bûbûn. [1824 demir_soregule] Tahirê Ûsiv, bavê Ûsivo, şaxekî ji malbatê bû. [1825 demir_soregule] Di wî şaxî de, heta çaxê Tahirê Ûsiv bi xwe jî miribû û Ûsivo û her sê birayên xwe jî para wî li hevdu par vekiribûn, êdî axa mayî, nema pareke lê hejayî bû. [1826 demir_soregule] Nema abora tu kesan ji wan, bi tiştên ku mabûn, wek berê dibû. [1827 demir_soregule] Halê pismaman jî gihabû doşeke weha. [1828 demir_soregule] Heger rewşa mirov a aborî wilo be û qaîşkêşiya gundan û darên cendirman jî têkevin ser, êdî barkirin dibe qeder û tê serê mirovan. [1829 demir_soregule] Ûsivo bi xwe jî wilo bi a qederê kiribû. [1830 demir_soregule] Bi dû hêviyê de bar kiribû Nisêbînê. [1831 demir_soregule] Li taxê, bi navê mala Gulçînê dihatin naskirin. [1832 demir_soregule] Her demê Gulçînê li ber çavan bû û ji ber wê yekê jî navê malbatê, bi navê wê dihat hildan. [1833 demir_soregule] Ûsivo pir ne li malê bû, gelekan ji taxê ew nas jî nedikirin. [1834 demir_soregule] Gulçînê bû, her tişt ew bû. [1835 demir_soregule] Ji wî çaxî ve, komek çêlîk bi dû Gulçînê ketibûn. [1836 demir_soregule] Serdar na, lê ên din hemû li Nisêbînê çêbûbûn. [1837 demir_soregule] Ji xaniyê wan û erdê wan ê li Qamîşlokê pê ve tu tiştên wan ne li Talatê û ne jî li bajêr hebûn. [1838 demir_soregule] Du ode û salonek û piçek hewş bû. [1839 demir_soregule] Para wan a ji dinyê, hew ew bû. [1840 demir_soregule] Ji bo ku mirov bi dû re derewîn dernekeve, divê bê zanîn ku aşxaneke wan a biçûk jî di hewşê de hebû. [1841 demir_soregule] Mala wan, li taxa Qijlê, li dawiya Kuça Belengazan, xaniyê çaran bû. [1842 demir_soregule] Dema Ûsivê Mûsik û Gulçînê ji Talatê bar kiribûn, Serdar kiribûn ber himbêza xwe û mala xwe ya wekî din jî, hemû li herdu kerên xwe kiribûn. [1843 demir_soregule] Wî çaxî Gulçînê bi zikê duyem ducanî bû. [1844 demir_soregule] Kîjan sal bû, ew bi esehî nayê zanîn. [1845 demir_soregule] Lê li gor ku dibêjin, piştî ku Hisreto trên tazî kiribû bi du salan bû û dem payîza paşî bû. [1846 demir_soregule] Xelkê medbexên xwe nû hilanîbûn û nû dest bi serjêkirina dermalên xwe kiribûn. [1847 demir_soregule] Wî çaxî, sedek dudu erdê wan, cotek rezê wan û çend bizinên wan hebûn, ew jî wî çaxî firotibûn birayên xwe û xwe ji binî ve ji Talatê qut kiribûn. [1848 demir_soregule] Li ser hevdu heft alme kiribûn. [1849 demir_soregule] Piştî ku mala xwe anîbûn, herdu kerên xwe jî firotibûn. [1850 demir_soregule] Gava barkirin eseh bûbû, Kurikî wek mişterî li wan rabûbûn. [1851 demir_soregule] Ji ber wê yekê, herdu ker dîsa vegerandibûn Kurikê û dabûn xwediyên wan ên nû. [1852 demir_soregule] Kerên wî baş bûn. [1853 demir_soregule] Ciwan û xwedîkirî bûn. [1854 demir_soregule] Him ji bo ku bikaribe bi wan cotê xwe bike û him jî di navinan re êzingan ji gundê Serê Kaniyê, ji himiya Zibêrê mala axê, bibe Nisêbînê û bifiroşe bûn. [1855 demir_soregule] Wan jî du almên bûkan anîbûn. [1856 demir_soregule] Ûsivo almên xwe li bajêr firotibûn û li ber xwe gerandibûn. [1857 demir_soregule] Bi wan peran ew xaniyê ku hîna tê de ne, çêkiribû. [1858 demir_soregule] Talatê gundekî mezin û kevn bû, dor sed malekî hebû. [1859 demir_soregule] Pazdeh mal jê Mûsikî bûn û Talatiyên kevn bûn. [1860 demir_soregule] Zuriyeta xwe heta heft bavan dihejmartin û diçûn. [1861 demir_soregule] Ûsivo, lawê Tahirê Ûsivê Mûsik bû, Tahir lawê Ûsivê Silêmanê Mûsik bû, Ûsiv lawê Silêmanê Şamilê Mûsik bû, Silêman lawê Şamilê Xalitê Mûsik bû, Şamil lawê Xalitê Eliyê Mûsik bû, Xalit lawê Eliyê Mûsik bû û Elî jî lawê Mûsik bi xwe bû. [1862 demir_soregule] Ji Mûsik pê ve nikarîbûn herin, nizanîbûn bê kî hebû. [1863 demir_soregule] Mala Mûsik du jin dabûn mala axê. [1864 demir_soregule] Bûkeke wan (jina Şamil, dêya Silêman) û yeke mala axê xuşkên hevdu bûn. [1865 demir_soregule] Li gor ku tê gotin, gava ku law ji wan re çêdibin, navên herduyan dikin Silêman. [1866 demir_soregule] Navê mala axê, bi dû re êdî bi wî Silêmanî dom dike, lê ê mala Mûsik wek berê dimîne. [1867 demir_soregule] Ew û mala axê her demê ên rêzekê bûn, merevên hevdu bûn. [1868 demir_soregule] Çar mêrên wan di ber mala axê de hatibûn kuştin. [1869 demir_soregule] Di zincîra ku ji Ûsivo zêde bû de, navê Mûsik, li Serdar qediya. [1870 demir_soregule] Jê re Serdarê Gulçînê dihat gotin. [1871 demir_soregule] Lê navê Mûsik, li ba pismaman, hîna wek berê berdewam bû. [1872 demir_soregule] Ew navê serbilindiyê bû. [1873 demir_soregule] Çi bavikê ku hebû, rêza xwe dihejmart û xwe digihand Mûsikê pêşî. [1874 demir_soregule] Lê piraniya wan, li ba Şamil bi rêzê re dibûn yek. [1875 demir_soregule] Heçê Gulçînê bû, ew jî ji gundê Kurika Buhurî bû, ji newala Stilîlê bû. [1876 demir_soregule] Keça Esedê Xudoyê Şakir bû. [1877 demir_soregule] Navên bavan zû li ba wan dihatin jibîrakirin. [1878 demir_soregule] Her demê sê bavan têra wan dikirin. [1879 demir_soregule] Ûsivo Talatî û Gulçînê Kurikî... çîroka evîndariya wan dirêj û balkêş e. [1880 demir_soregule] Dibêjin ku rojekê ji rojan, rojeke serê payîzê, Ûsivo tê êş. [1881 demir_soregule] Talatê û gundên der dorê bej bûn, av û aş lê tune bûn. [1882 demir_soregule] Carê ji bo karên wilo, xwe berdidan newala Stilîlê. [1883 demir_soregule] Wî çaxî sala Ûsivo qediya bû ku eskerî kiribû. [1884 demir_soregule] Dora zewaca wî ketibû berî dora hemû tiştan. [1885 demir_soregule] Simbêlên wî di bin guhên wî re derdiketin. [1886 demir_soregule] Xelkê ew bi tiliyan nîşanî hevdu didan. [1887 demir_soregule] Gelek qîzên Talatiyan, çav berdabûnê û li ser wî ruh dabûn, lê wî bi xwe çavên xwe digerandin û nedigerandin, yeke li gor dilê xwe nedidît. [1888 demir_soregule] Êdî dereng jî ketibû. [1889 demir_soregule] Birayên wî yên biçûk, Xalit û Etman jî dildar û sozdar bûn û êdî sozdarên wan zor didan wan. [1890 demir_soregule] Lê soxî xwe li bendî wî radigirtin. [1891 demir_soregule] Ûsivo ev yek jî zanîbû, lê anîna jinekê, ne wek kirîna cotek çarox bû. [1892 demir_soregule] Ûsivo, berî nîro digihije Kurikê. [1893 demir_soregule] Aşê jor qonaxa çixarakê di binya Kurikê re bû. [1894 demir_soregule] Li binya gund, li ser çemê ku ji bin çiyayên Hebîsê derdikeve, her ku tê mezintir dibe û ji nav bîhik û çinaran ji nifşkê ve derdikeve ser rêya gundên Omeriyan, dibire û dadikeve ser aş û bexçên Stilîliyan, li Gulçînê rast tê. [1895 demir_soregule] Wek kevoka ku dakeve ser avê, hûrik hûrik dimeşiya û ji hêla gund ve pêrgî wî ve dihat ser çem. [1896 demir_soregule] Li wir, li ser çem, mirov xwe ji ser kevirekî diqevast ser yekî din û ser yekî din û wilo di çem derbas dibû. [1897 demir_soregule] Ew kevir ji sal û heyaman ve li wir bûn. [1898 demir_soregule] Hew bi qasî ku li ber lehiyê neçin mezin bûn, bi qasî elbekê û du elban hebûn. [1899 demir_soregule] Her ji buhustekê du buhustan yek hebû, bi rêzê bûn. [1900 demir_soregule] Têra ku du mirov bikaribin pêrgî hevdu ve herin, nedikirin. [1901 demir_soregule] Ûsivo radibe rê dide Gulçînê û li aliyê din dimîne. [1902 demir_soregule] Lê gava ew wek kevokan xwe ji ser kevirekî diqevêze ser ê din û dike ku derbas bibe, Ûsivo bala xwe dide bejin û bala wê, cotê memikên wê, goştê ku li ser rahn û kulîmekên wê diheje... awira xwe ji wir hildide ser rûyê esmer û gurover, lêvên tenik, çavên reş ên belek, birûyên qelemkirî û deqa di çenê de. [1903 demir_soregule] Xwîna wî li wir di nav goştê bedena wî de lê dikele û difûre. [1904 demir_soregule] Hiş û aqil berdide, qolincên dilketinê digirin dora dilê wî. [1905 demir_soregule] Xwe li ber wan nagire û diçe wê li ser kevirê dawî radigire. [1906 demir_soregule] Gulçînê wî çaxî hijdeh salên sax kiribûn, di kemala xwe de bû. [1907 demir_soregule] Xortên ku xwe tê dernexistibûn, di wê newalê de tune bûn. [1908 demir_soregule] Lê hêvî qet nedida tu kesan. [1909 demir_soregule] Bûbû wek hinareke ku heta derengê payîzê di dara xwe de bimîne. [1910 demir_soregule] Reng û tahm lê tîr û tarî bûbûn, stewiyabûn û xwe lê vedabûn. [1911 demir_soregule] Hindik mabû Şêrîna biçûk bigihije û mêr bike, lê ew hîna jî li malê bû. [1912 demir_soregule] Heger ew yek bihata serê wê, hetîketiyeke mezin bû. [1913 demir_soregule] Lê tê gotin ku mirov ilehî li bendî nesîbê xwe dimînin. [1914 demir_soregule] Xuya ye ku rast e. [1915 demir_soregule] Li bendî Ûsivo bû. [1916 demir_soregule] Ji ber wê yekê Ûsivo bi dîtina pêşî bi heft dilan dildikeve wê. [1917 demir_soregule] Ûsivo radibe wek mêran bi a dilê xwe dike û li wir »keçê qîzê, navê te çi ye û tu qîza kê yî... tu çi şêrîneke kesan nedîtî yî... heger tu min bikî, ez ê xwazgîniyan bişînim te« dibêje. [1918 demir_soregule] Gulçînê, »li min rebenê, kuro xorto tu dîn î... ma hima wilo li ser rê û rastê tu derketiye pêşiya min... bavê min heye, birayên min hene, pismanên min hene... bawer neke ku ez bêxwedî me... wê wek guran te li hevdu hilînin... ma qey xwîna te ketiye çavê te...« dibêje lê Ûsivo gotina wê dibire û dibêje: »keçê qîzê welehî bila hemû şêr û piling bin û bên min, lê ez dîsa dev ji te bernadim. [1919 demir_soregule] Ez bi dîtina pêşî bi heft dilan dilketime te... ma ez ê çawa rabim dev ji te berdim. [1920 demir_soregule] Ez li sed û sîh gundên Omeriyan geriyame, lê ez heta îro li şêrîneke wek te rast nehatime. [1921 demir_soregule] Ez ne bêbext im, ne xeberok im û ez ê tu caran jî li kevaniya xwe nexim. [1922 demir_soregule] Ez ne ji dewlemendan im, lê ez ne ji xizanan im jî. [1923 demir_soregule] Wekî din, vaye ez li ber çavên te me. [1924 demir_soregule] Ka tu jî baş li min binere... heger ez di serê te kevim, ez nû vegerim malê, ez ê xwazgîniyan bişînim te«. [1925 demir_soregule] Gulçînê, »kuro xorto welehî tu dîn î, tu wilo roj nîro derketiye pêşiya min... dev ji min berde... hilîne ji ser rêya min, xwe bide alî... wê hin me bibînin... ma min îro çi kir ku ez rabûm ji malê derketim û min bela te anî ber deriyê bavê xwe...« dibêje, lê Ûsivo dîsa gotinê ji devê wê digire û »na qîzê, ez ne dîn im... lê heger ez dîn bim jî, ez li ser te dîn im. [1926 demir_soregule] Belkî rast e, êdî ez jî tê derdixim ku hiş û aqil bi min re nema ye... de ka min bike, ez te dixwazim. [1927 demir_soregule] De... heger navê te bi xerabî derneketibe û heger tu şermezarî li ser te ne geriyabin, were bibe kevaniya min« dibêje. [1928 demir_soregule] Hat bîra Gulçînê ku êdî xelk, »weleh wê Gulçînê di mala bavê xwe de bimîne. [1929 demir_soregule] Heta îro tu mêr nekirine û nema dike jî. [1930 demir_soregule] Êdî xelk jî nema tên wê dixwazin« dibêjin. [1931 demir_soregule] Tirs diniqute dilê wê. [1932 demir_soregule] »Heger tiştê ku tê gotin rast be!« ji xwe re dibêje. [1933 demir_soregule] Awira xwe hildide û li xeta simbêlên qeytanî, li biska temberiya wek têlên tembûrê zer ku ji bin kumê tiftik filitî bû ser eniyê, li çavên zer ên awirtûj, li bedena zinde wek a dergevanan dinere û sist dibe. [1934 demir_soregule] »Yekî wilo dikare mirov ji keriyek gurên sibatê biparêze... xortekî çê ye« di dilê xwe de dibêje. [1935 demir_soregule] Ûsivo dikeve serê wê û tavilê, »na xorto, ez qîz im, ez pak û bi rûmet li mala bavê xwe me, li bendî camêrekî wek te me. [1936 demir_soregule] A rastî, gelek hatine û ez ji bavê min xwestime... bawer be ên bi qasî axan spehî, bi bejin û bal hatine... zêrên zer li ser cila bavê min vala kirine, lê ne min ew kirine û ne jî bavê min ez dame wan. [1937 demir_soregule] Heta îro dilê min nebijiyaye tu zilaman. [1938 demir_soregule] Lê xuya ye xwedê navê te li ser eniya min nivîsiye û tu îro wilo ji nifşkê ve derxistiye pêşiya min û li min kiriye bele. [1939 demir_soregule] Îcar madem tu wilo wek camêran derketiye pêşiya min, min jî tu qebûl e... de ka bila xwazgîniyên te bên. [1940 demir_soregule] Lê ez sozê didim te û ez êdî dibim a te. [1941 demir_soregule] Heger tu li min biqulpî, ez dû re rojekê nikarim ji hinan re bibêjim ez qîzeke pak im. [1942 demir_soregule] Xaîn dernekeve... ez guneh im. [1943 demir_soregule] Were min ji bavê min bixwaze, lê heger bi wî awayî nebe û heger tu rast dibêjî, dîsa were li min bipirse, mêrekî çê be û min bi kotekê bibe ji xwe re. [1944 demir_soregule] Lê heger tu neyê, ez ê bawer bikim ku zilam hemû bêbext û derewîn in... ez ê bi dû re zewaca mêran li xwe her-am bikim û li darê dinyê tu mêran nekim, ez ê serê xwe bi tu mêran re daneynim ser balîfekê« dibêje. [1945 demir_soregule] Gava wilo dibêje, Ûsivo ji ber kêfê û xweşiya bayê dilketinê dike bêhiş bikeve ber nigên wê û ruh bide. [1946 demir_soregule] Di dilê xwe de »madem wilo ye, tu êdî ma a min qîzê« dibêje. [1947 demir_soregule] Ji xwe re lê dinere û dimîne. [1948 demir_soregule] Hiş û aqil di serê wî de namîne. [1949 demir_soregule] Gava piştî bîstikekê tê derdixe ku îcar dora axavtinê a wî bi xwe ye, ji nav xweşî û xiroşa dilketinê vediciniqe, li xwe vedigere û destê xwe datîne ser qebza xencera xwe û »keçê qîzê, ne adeta min e, ez qet zirt û fortan nakim... lê ez Ûsivê Tahir im, ez ferxê mala Mûsik im, ribatê dora Talatê me. [1950 demir_soregule] Heta roja îro, ez li mêkewa xwe rast nehatime, ji ber vê yekê jî min tu caran nexwendiye. [1951 demir_soregule] Lê heger tu qala bextê min û mêraniya min bikî, ez wî çaxî deyindarê gotinê û xwendinê dibim. [1952 demir_soregule] Heta roja îro tu kesan nehatine sozdarên me ji ber me nebirine. [1953 demir_soregule] Mala Axê jî xwe di vî warî de di me dernexistine. [1954 demir_soregule] Bi soza mêrê çê, heger bi xweşî bû, bû... lê heger bi xweşî nebû, heger ez bizanibim ku wê çira me li dinyê vemire, em ê bi malbatî biqelin jî, ez dîsa têm te bi darê zorê dibim ji xwe re. [1955 demir_soregule] Soz û qerarên xwedê li can û cesedê min ketibin, ez nahêlim ku di saxiya min de destên mêran bigihijin te. [1956 demir_soregule] De aniha bi xatirê te. [1957 demir_soregule] Lê heger heta deh rojan xwazgîniyên min neyên ser cila bavê te, xwe ji revandinê re kar bike. [1958 demir_soregule] Ez êvara roja dehan, li ber derî me. [1959 demir_soregule] Hêvî dikim ku bi xweşî bibe. [1960 demir_soregule] Lê heger xwazgînî bên û bavê te, te nede, êvara ku xwazgînî şkestî ji mala bavê te vegerin, ez li ber deriyê we me« dibêje û rê dide Gulçînê. [1961 demir_soregule] Piştî ku Gulçînê »baş e, qewlê me ma wilo« dibêje û digihije ku du gavan ji ba wî rade, Ûsivo ji paş ve gazî wê dike û wê dîsa disekinîne. [1962 demir_soregule] »Keçê qîzê ma ka te navê xwe ji min re negot. [1963 demir_soregule] Ê min bi xwe Ûsiv e... ma ê te çi ye... ez ê bavê xwe bişînim mala kê« dibêje. [1964 demir_soregule] Gulçînê disekine, li xwe difitile, bi nazdarî dibeşişe û »Gulçînê ye... Gulçîna Esedê Şakirê Xudo« dibêje û bi rêya xwe de diçe. [1965 demir_soregule] Ûsivo, »de baş e... xwedê mezin e« dibêje û ji nû ve dide rê û diçe êş. [1966 demir_soregule] Ûsivo, wê rojê, dildar û birîndar vedigere malê. [1967 demir_soregule] Isma hedanê di bedena wî de namîne. [1968 demir_soregule] Diçe ji malbata xwe re, min Gulçînê diye, hûn ê rabin wilo û wilo bikin dibêje. [1969 demir_soregule] Rê li ber wan datîne û gotinê dibire. [1970 demir_soregule] Dibe xetereke biyan û dikeve stûyê wan. [1971 demir_soregule] Êdî wek berê ku ji devê tivingê derkeve, nema ne vedigere û ne jî tê girtin. [1972 demir_soregule] Piştî sê rojan xwazgînî diçin Kurikê. [1973 demir_soregule] Lê ew heta ku vedigerin, ew bi xwe jî li malê tivingê yax dike, pakêtan lê dixe û vala dike, rextan dadigire û rast dike û xwe ji rêya din re kar dike. [1974 demir_soregule] Çar xortên Mûsikiyan ên din jî bi xwe re kar dike. [1975 demir_soregule] »Hûn jî herin tivingan derxin gelî pismaman... çi dibe û çi nabe... heger nedin, hêvî dikeve darê tivingê, em ê herin bi darê kotekê bînin. [1976 demir_soregule] Nêta min ku ez herim wek Cembelî şivantiyê bikim tune ye« dibêje. [1977 demir_soregule] Pismam bi kêfxweşî diçin tivingan derdixin. [1978 demir_soregule] Mahne ji wan re dikevyê ma êdî kî dikare tivingan ji destên wan derbixe. [1979 demir_soregule] Amade ne ku gundê Kurikê tevî li ser Gulçînê bidin ber tivingan û bikin serada nikarê. [1980 demir_soregule] Lê ew yek qet hewce nake. [1981 demir_soregule] Talatî û Kurikî li hevdu dikin, Gulçînê ji Ûsivo re dixwazin, serê wê girêdidin û tên malê. [1982 demir_soregule] Xweşî, wilo zorê betal dike û xort tivingan dîsa hiltînin. [1983 demir_soregule] Û wê rojê, Ûsivo tobe dike ku wê tu carên din nema destê xwe bide darê tivingê. [1984 demir_soregule] »Heger ez vê mîratê daneynim, wê rojekê ilehî min û Gulçînê ji hevdu dûr bixe. [1985 demir_soregule] Ji bo xatirê belekên çavên wê, tiving li min heram be« dibêje. [1986 demir_soregule] Pismamên wî pêşî bawer nakin, lê bi dû re dibînin ku Ûsivo rast gotiye. [1987 demir_soregule] Ev yek dibe kêmasiyeke zilamtiya wî û qedir û qîmetê wî di nav pismaman de zû dikeve. [1988 demir_soregule] »Wey li vê ecêba nedîtî... Ûsivo ji bo kevneke jinan rahiştina tivingê li xwe heram kiriye« tê gotin. [1989 demir_soregule] Lê Ûsivo guh nade gotinan... ji bo xatirê Gulçînê bi a xwe dike. [1990 demir_soregule] Li gor ku tê gotin, wê payîzê nagihijin ku Gulçînê bibin. [1991 demir_soregule] Heta sal dizîvire a din û berf ji erdê radibe, rê vedibin, qeşa dihele, axa bi ber hevdu berdide, zîpik diçin û pilingê dawî dikeve, av di daran digere, bilbizêq çêdibin, beîv kulîlkên pêşî vedikin, roj ji germiyanan vedigere, dinyê ji bo jînê, dilketinan û dîlanan germ û xweş dike, ji nû ve wê diguhêzin. [1992 demir_soregule] Heta wî çaxî incex digihijin rezê xwe yê di nav hidûdên Sada de bifiroşin, qelenê wê û peran ji bo mesrefên din peyde bikin. [1993 demir_soregule] Heta wî çaxî, xortên nûhatî jî digihijin ku qoçanîkan bihûnin, xenceran di ber xwe xin û xwe fêrî reqsê bikin. [1994 demir_soregule] Ên mezintir digihijin ku kum û şewqan biguherin, piştan û kejiyan bikirin, şal û qutikan bidirûn, gorên rengîn çêkirin bidin û çaroxan nerm bikin, simbêlan henne bikin, fîşekan peyde bikin û nîşanê bifirînin. [1995 demir_soregule] Qîz jî incex digihijin ku desmalan biguherin, kirasên dawetê bidirûn, pişt û gulik û rêşîkên rengîn bihûnin, por hinne bikin, berbiskan bikirin, morîk û mircanan darvekin, kildanan tije kil bikin, xemla xwe tekûz bikin û herin dawetê. [1996 demir_soregule] Bi rojan û mehan li dor xwe diçin û tên. [1997 demir_soregule] Dibêjin ku dawetên mala Mûsik bi nav û deng bûn. [1998 demir_soregule] Hîna ji roja pêşî ve xuyabû ku wê daweta Ûsivo û Gulçînê, erdê û ezmên bihejîne. [1999 demir_soregule] Tu kes hêvîşkestî nabe. [2000 demir_soregule] Wilo derdikeve. [2001 demir_soregule] Şikriyê Fafî û Xidirê Omerî herdu li ber hevdu dibedilin û heft şev û heft rojan dawetê digerînin. [2002 demir_soregule] Qîz û xortên wan gundên wê derdorê, heft şev û heft rojan di daweta wan de direqisin. [2003 demir_soregule] Di milê hevdu de dîn û har dibin û reqsê xurt dikin. [2004 demir_soregule] Gava Xidir lê dixe dîntir dibin. [2005 demir_soregule] Şewqe û epirî ji serên wan dikevin, pişt ji piştên wan difilitin, çarox xwe di nigên wan de nagirin, perçe perçe dibin, lê dawet her rojê xweştir û mezintir dibe. [2006 demir_soregule] Wî çaxî derdikeve bê çi reqs li ber Xidir dibe. [2007 demir_soregule] Xelk dibihîzin. [2008 demir_soregule] »Baweriya we ji xwedê hebe, wek Ûsivê Çelebî xweş dike« tê gotin. [2009 demir_soregule] Gava xelk wilo dibihîzin, xwe nagirin, cotên xwe ji ser xetê berdidin û tên dawetê, tên li ber Xidir direqisin. [2010 demir_soregule] (Şikrî dengbêj û tembûrvanê topa gundên Omeriyan jorî û ji jêr ve jî ên newala Stilîlê û Qurdîsê bû. [2011 demir_soregule] »Sed û sîh« gund bûn. [2012 demir_soregule] Li hemûyan nav dabû, dawet û dîlan bêyî wî nedibûn. [2013 demir_soregule] Lê heçê Xidir bû, hîna dengbêjekî nûhatî bû, hîna tu nav û dengê salan pê neketibûn, cara pêşî di daweteke wilo mezin de lê dixist. [2014 demir_soregule] Wî çaxî xelk dibînin bê Xidir çi yeman e, çi tembûrvan e. [2015 demir_soregule] Êdî ew jî nav û deng dide. [2016 demir_soregule] »Mirov li ber tembûra Xidir wek pelên bi daran ve dilerizin... ên ku di emrê xwe de neketine tu dawetan û qet nereqisîne jî, gava Xidir lê dixe, xwe di cîhê xwe de nagirin... hima radibin û direqisin« tê gotin. [2017 demir_soregule] Wî çaxî êdî Xidir, Şikrî derbas dike. [2018 demir_soregule] Erê Xidir wî derbas dike, lê hostatiya lêxistina tembûre, dîsa ji Şikrî re dimîne. [2019 demir_soregule] Omerî wilo li hev dikin. [2020 demir_soregule] Ji wê encama darezaniya xwe tu caran daneketin: »Bavo Xidir, Şikrî derbas kir, pir xweş lê dixe, dawetan pir xweş digerîne û êdî ew serekdengbêjê me ye... ket dewsa Ûsivê Çelebî. [2021 demir_soregule] Lê Şikrî jî piştî Ûsivê Çelebî mamostê hemû tembûrvan û dengbêjên me ye.« Nav û dengê Xidir wilo belav dibe... ji nav Omeriyan derdikeve û ji Diyarbekirê bigirin, heta bi Bêrûdê, Dêrazorê û Mûsilê diçe.) [2022 demir_soregule] Daweteke nedîtî bû. [2023 demir_soregule] Şeş rojan lê dixin. [2024 demir_soregule] Roja heftan jî, êdî dor tê anîna Gulçînê. [2025 demir_soregule] Sibehê, gava roj şêrîn dibe, îcar Tahirê Ûsivê Mûsik xwe ji çûnê re kar dike. [2026 demir_soregule] Şînbozê xwe yê fal li malê dihêle û mehîna Çavqeliştî dibe. [2027 demir_soregule] Navting û bertinga wê jê re baş dişidînin, qaîşên nêr û mê li devê wê dix-in, tejikekî rengîn û bi gulik û rêşîk pê dadikin, nivişt û çavşînkan bi eniya wê vedikin, stûyê wê tije morîkên şîn dikin û rişmên wê didin destê wî. [2028 demir_soregule] Tahirê Ûsiv, Şikrî ji daweta li malê re dihêle û Xidir bi xwe re dibe. [2029 demir_soregule] Dor sed û pêncî-dused kesan didin dû Tahirê Ûsiv. [2030 demir_soregule] Yek liban qîz û xort li Talatê dimînin. [2031 demir_soregule] Ên din hemû dibin xêlî û pê re diçin. [2032 demir_soregule] Rojeke xweş e, ew jî wek qîzeke xêlî dilgeş e û dikene. [2033 demir_soregule] Tê gotin ku bi hukmê xwedê wê rojê li hêla botan girgira tavê erd û ezman dihejand lê li nav omeriyan rojê serê çûkan dişewitand. [2034 demir_soregule] Ew jî wilo dibe xelî û diçe Gulçînê [2035 demir_soregule] Piştî sikaka rezan, êdî heta Hebîsê, rê di best û newal û xiram û panavan re ye. [2036 demir_soregule] Du alî dar û deviyên tarî ne, tahtên bilind in û xewle ne. [2037 demir_soregule] Gava li panava pêşî diqulpin, Xidir, dor deh gavekî bi dû mehînê de, di nav jinbiyan û ên bi mêr de dimîne û lê êdî qîz û xort hêdî hêdî xwe vedidizin û diavêjin pişt taht û deviyan. [2038 demir_soregule] Bi dû re radibin û dîsa digihijin xêliyan. [2039 demir_soregule] Carnan cot cot, ref ref ji paş ve, ji ber taht û deviyan radibin û bi lez tên dikevin nav xêliyan. [2040 demir_soregule] Gava Xidir dev û lêv û hinarkên qîzan ji ramûsanan wilo sor û ji gezan gezkirî dibîne, ava du aşan bi devê wî dikeve. [2041 demir_soregule] Lê dinere û dibîne ku tu tiştek pê nabe. [2042 demir_soregule] Serê bennê xortaniya nûhatî ji destên wî filitiye. [2043 demir_soregule] Wî çaxî klama Nofa ji xwe û qertejinan re dibêje. [2044 demir_soregule] Tahirê Ûsiv li ser pişta mehînê çend carekî li xwe difitile û dibîne ku xêlî kêm dibin. [2045 demir_soregule] Dibîne ku heçê xort in, di nav xêliyan de xuya nakin. [2046 demir_soregule] Tê derdixe bê rewş ji ber çi ye. [2047 demir_soregule] Li Sofî Dimdim û Çavqeliştî difitile û »welehî heger qîz û xortên me îro tu qebhetan nekin û tu belan neynin serê me û xwe, baş e« dibêje. [2048 demir_soregule] Sofî Dimdim »rast e apê Tahir, qîz û xortên vî heyamî pir bêedeb in... ne şerm dikin û ne jî ji xwedê ditirsin« dibêje, lê Çavqeliştî, »xem nake apê Tahir... îro dawet e, adet e, bila ji xwe re bi hevdu bilîzin« dibêje û rêya xwe dom dikin. [2049 demir_soregule] Li ba Hebîsê, li ser kaniya Şêx Hiseyn li bendî qîz û xortên jêmayî dimînin. [2050 demir_soregule] Cot cot tên û dikevin nav xêliyan. [2051 demir_soregule] Ji wir pê ve, êdî bi hevdu re dimeşin. [2052 demir_soregule] Qonaxa bi dû re Kurikê ye. [2053 demir_soregule] Xidir li binya Kurikê dest pê dike û dîlanê li hewşa mala bavê bûkê germ dike. [2054 demir_soregule] Dengê lîlandinan li newalê li hevdu vedigerin. [2055 demir_soregule] Dawet mezin dibe û difitile. [2056 demir_soregule] Xortên Kurikiyan jî xwe nagirin û ji ser xaniyan dadikevin reqsê. [2057 demir_soregule] Piştî du saetan, gava têr direqisin û Gulçînê kar dikin, Reşo, biçûkê bi-ran dikeve devê derî û »bi xwedê heta hûn xencereke zîv nedin min, ez nahêlim nigê Gulçînê ji vê malê derkeve« dibêje. [2058 demir_soregule] Tahirê Ûsiv bi tedarik e... xencerek di ber de ye... wî zû qane dike, bûka xwe ji hewşê derdixe. [2059 demir_soregule] Lê îcar Hiseynê bekçî bi tiving û kincên cendirman li serê kuçê derdikeve pêşiya wan û »welehî heta hûn xelata çawîşê cendirman û midîrê nehiyê nedin, ez we bernadim« dibêje. [2060 demir_soregule] Tahirê Ûsiv »ma xelata wan çi ye« dibêje, Hiseynê, »du kar in... her yekî ji wan karek e... karek bi pêncî lîran e« dibêje. [2061 demir_soregule] Tahirê Ûsiv destê xwe dixe paşila xwe, peran derdixe û »welehî wê rojekê hin xwîna te di stûyê xwe xin, lê îcar ka bê kîjan rojê ye. [2062 demir_soregule] De ka binere bê yekî din wek te li nav Omeriyan heye« dibêje. [2063 demir_soregule] Hiseynê aciz dibe û »welehî ez karim te bigirim û bibim qerekolê, lê ez dîsa di te dibuhurim... cezê te û wê gotinê, tu dê dîkekî jî bidî min... yan na ez we bernadim« dibêje. [2064 demir_soregule] Talatî xwe lê radikişînin, lê Esedê Xudo bi dengê wan derdikeve ser xaniyê ku ji qesra bilind re bûbû dik û ji ser wir rewşê dibîne. [2065 demir_soregule] Gazî Hiseynê dike û »wan berde Hiseynê, ez ê dîkekî bidim te« dibêje. [2066 demir_soregule] »Soza ku tu dê îro bidî min, bide« dibêje, »erê, erê soz« Esed dibêje. [2067 demir_soregule] Hiseynê wî çaxî xwe ji rêya wan dide alî. [2068 demir_soregule] Tahir rişmên mehînê dikişîne û »lêxe Xidir... heta em ji nav gund derkevin, bila qîz û xort koçekiyê bikin« dibêje. [2069 demir_soregule] Xidir derdikeve pêşiya mehînê û lê dixe, naşî û jinbî jî derdikevin pêşiya wî bi xwe û dismalan dihejînin, li hevdu vedigerin, xwe li erdê dixin û radibin û diçin. [2070 demir_soregule] Heta ku di qesra Hiseynê derbas dibin, wilo direqisin. [2071 demir_soregule] Li ser çemê ku ji Hebîsê tê, bi dorê û bi rêzê xwe di ser keviran re diqevêzin û derbas dibin. [2072 demir_soregule] Çend qîz û xort hevdu li kêleka rê, li aliyê Kurikê digirin û direqisin. [2073 demir_soregule] Hin ên din li aliyê din hevdu digirin û dawetê germ dikin. [2074 demir_soregule] Xêlî di wan dibuhurin, ew hevdu berdidin, bi lezê digihijin wan, dibezin pêşiya wan, hevdu li wir dîsa digirin, direqisin, heta xêli di wan derbas dibin, hevdu dîsa berdidin û digihijin wan. [2075 demir_soregule] Dengê Xidir û halên xortan û lîlandinên jinbiyan di newalê de li hevdu vedigerin. [2076 demir_soregule] Heta wê rojê tu bûk bi wê ezametê û wê kêfê ji Kurikê neçûbûn. [2077 demir_soregule] Lê tu nabê heta wilo, xortên Kurikiyan li wan difitilin û rê digirin. [2078 demir_soregule] Li ba cok û tûya Himada, yek yek, dudu dudu ji pişt taht û deviyan derdikevin. [2079 demir_soregule] Xêlî dicefilin û radiwestin. [2080 demir_soregule] Lê xortên Talatiyan qoçanîkên xwe ji pişta xwe vedikin, li keviran daqûl tên û derdikevin pêş. [2081 demir_soregule] Qîz xwe didin pişt wan û nav di wan didin. [2082 demir_soregule] Tavilê Qaso, mezinê xortên Kurikiyan derdikeve ser tahtekê û »Talatîno, ma qey ketiye serê we ku hûn bikaribin bêyî ku karê xortan bidin, qîzekê ji nav me derbixin û bibin. [2083 demir_soregule] Bi xwedê hevalên min hemû karkirî ne, hemû bi qoçanîk û qewsik in. [2084 demir_soregule] Cindiyê Tûjan bi wê qewsika xwe li çavê kew dixe, derziyê difirîne. [2085 demir_soregule] Ji Gulçînê bipirsin, ew baş dizane bê Cindî çi tov nîşançî ye. [2086 demir_soregule] Min ew şîret kiriye. [2087 demir_soregule] Wezîfa wî, şikandina serê bavê zavê, ê bûkê û ê Xidir û tembûra wî ye. [2088 demir_soregule] De îcar bê xwîn û bê pevçûn karê me bidin me û rê a we ye« dibêje. [2089 demir_soregule] Gulçînê li ser pişta mehînê dilerize. [2090 demir_soregule] Dizane ku Qaso rast dibêje, kevirên Cindî vala naçin. [2091 demir_soregule] Heger bi xweşî li hev nekin, wê serê wê bibe delav. [2092 demir_soregule] Lê dizane ku ji bêdengiyê pê ve tu tiştekî din di destê wê de tune ye. [2093 demir_soregule] Lê Xidir, »ma a min çi ye lawo... çima serê min û tembûra min« dibêje. [2094 demir_soregule] Qaso, »tu tembûrvanê wan î, ji bo ku dawet nema bibe« dibêje. [2095 demir_soregule] Wê bîstikê kevirekî qoçanikan ji hêla xortên Kurikiyan di ser serê xêliyan re difire. [2096 demir_soregule] Awirên topa wan didin dû vingîna kevir. [2097 demir_soregule] Bi bayê xezebê diçe û li nîvê kevirekî benna bexçan dikeve. [2098 demir_soregule] Çirûskên êgir jê diçin û dengê tivingekê jê tê. [2099 demir_soregule] Qudûm li Gulçînê û xêliyan dişikin. [2100 demir_soregule] Û bi ser de, »aha kevirên me wilo ne« Qaso dibêje û wan hîn bêtir ditirsîne. [2101 demir_soregule] Tahirê Ûsiv diheyire. [2102 demir_soregule] Destûra wê adetê bide, nede! [2103 demir_soregule] Bila ew rîtuala çaxê birina bûkan wek ku bi sedsalan bûye, bibe, yan na! [2104 demir_soregule] Lê xortên Talatiyan, natirsin, qoçanikan badidin û xwe ji pevçûnê re kar dikin. [2105 demir_soregule] Xalit li malê mabû, lê Etman li tenişta Incik e. [2106 demir_soregule] Incik li ser navê Talatiyan derdikeve pêş û »ma ew ji ber ên me ve çi ye... ên me çapilî ne... zû ji pêşiya me rabin... welehî bîst û yek qoçanîkên me hene... me hemû ji bo îro nû hûnane. [2107 demir_soregule] Destik dirêj in, kefik fireh in û bi guhik in... em dikarin kevirên nîvweqî bi wan biavêjin. [2108 demir_soregule] Min hemû yek bi yek ceribandine. [2109 demir_soregule] Zû ji wir rabin. [2110 demir_soregule] Ez Incik im, ez gurê piştşîn im, pirçkinik im. [2111 demir_soregule] Min bi qoçanîkê xwe, tiving ji kozikan rakirine. [2112 demir_soregule] Îcar bîstên din jî wek min hene. [2113 demir_soregule] Pênc qewsikên me jî hene. [2114 demir_soregule] Ah ev pismamê min, Ezê Mûsikiyan li mû dixe, derzî bi qîzên gundê me ve nehiştine. [2115 demir_soregule] Hemû jê re bûne nîşan, wî jî hemû firandine. [2116 demir_soregule] Min heta niha deh bûk birine û min karek tenê jî nedaye. [2117 demir_soregule] Bi xwedê em nahêlin ku hûn serê xwe ji pişt taht û deviyan derbixin û kevirekî tenê biavêjin me. [2118 demir_soregule] Heger hûn tev bilivin, em ê we ser bixwîn bi ser dêyên we de bişînin malê« dibêjê. [2119 demir_soregule] Tahirê Ûsiv dinere ku rewş xeter e, wê xort hevdu perçe bikin, wê bûk û pîrek di nav nigan de herin. [2120 demir_soregule] Wê şerîtên xwînê ji serê wî û Xidir û bûkê biherikin. [2121 demir_soregule] Wê li dinyê û axretê bihetikin. [2122 demir_soregule] Hema zû dengê xwe li xortên xwe dike û ji ên din dipirsê bê ma heqê karê wan çi qase ye. [2123 demir_soregule] »Pêncî lîre ye, kar hemû bi pêncî lîran in... adeta gundê me wilo ye« dibêjin. [2124 demir_soregule] Tahirê Ûsiv pêncî lîran ji wan re dişîne, wan ji rêya xêliyan radike û bûka xwe çav zuwa derbas dike. [2125 demir_soregule] Lê Incik pir li ber xwe dikeve, »çawa ez serek qoçanîkçiyê Talatiyan, ez sax û nemirî û ez bi xêliyan re bim, hin bên me bitirsînin û karan ji me bistinin« dibêje û diingire. [2126 demir_soregule] Qîz û xort û Tahirê Ûsiv bi xwe, bi qurban û heyran li ber dilê wî diçin û tên heta ku wî aş dikin. [2127 demir_soregule] Dixwest nema bi xêliyan re bimeşe. [2128 demir_soregule] Dixwest bi tenê ji xortên Kurîkiyan re li wir bimîne û kêr bi paş de bistîne. [2129 demir_soregule] Lê xêlî wî bi xwe re dibin û diçin. [2130 demir_soregule] Li Hebîsê, li ber Kaniya Şêx Hiseyn, Çavqeliştî »apê Tahir, êdî heta Talatê av û kanî tune ne, ka bila xêlî avê vexwin, bêhna xwe vekin û ji nû ve bidin rê« dibêje. [2131 demir_soregule] Tahirê Ûsiv bi a wî dike û mehînê ber bi kaniyê ve dikişîne. [2132 demir_soregule] Naşiyên Hebîsiyan li wir in û Hiseynê birê Xidir jî di nav wan de ye. [2133 demir_soregule] Xidir berê xwe dide wan û »lawo Hiseyn, bayê sor pê keto, ma tu îro kezîzerên Talatiyan nabînî. [2134 demir_soregule] Yekê bi tiliyan şanî min bike, em ê ji te re bînin« bi dengekî bilind dibêje. [2135 demir_soregule] Hiseyn »na, min Xanimka apê xwe divê« dibêje, lê xortên Talatiyan xwe li Xidir xwar dikin û »ma em mirî ne ku tu bê qîzan ji nav me bibî ji birê xwe re« dibêjin. [2136 demir_soregule] Xidir, »ez henekan dikim lawo, ka bisekinin... bila hemû ji we re bin... hûn Talatî tivingçî ne û bitir in... kî dikare di ber we re bajo« dibêje. [2137 demir_soregule] Berê xwe dide Hiseyn û »ji Mencola min re bibêj Xidir sibe tê, bila çavên wê li zarokan be« dibêje. [2138 demir_soregule] Xêlî didin rê. [2139 demir_soregule] Sofî Dimdim rişmên mehînê digire. [2140 demir_soregule] Xidir dor deh gavekî bi dû bûkê de li tenişta Çavqeliştî dimeşe. [2141 demir_soregule] Jinbî li paş dimînin. [2142 demir_soregule] Xidir jî xwe dide paş û dikeve nav wan. [2143 demir_soregule] Naşî li paştir in, bi dû hevdu dikevin, hevdu ji ser rê didehfînin û tên. [2144 demir_soregule] Du xortên Meskeniyan du qîzan li kolana xwe dikin. [2145 demir_soregule] Xidir li wan dizîvire û »ma ez neyêm alî we lawo Meskenîno« dibêje. [2146 demir_soregule] Meskenî pê dikenin û »na« dibêjin. [2147 demir_soregule] Incik jî radihije sozdara xwe. [2148 demir_soregule] Hinên din jî çav li wan dikevin. [2149 demir_soregule] Êdî Xidir, deh qîzan li ser kolana xortan dibîne, didexise. [2150 demir_soregule] »Lawo ma tu ên ku li erdê mabin, tunene...« dibêje. [2151 demir_soregule] Gava ew »na, na« dibêjin, »wê bi ser stûyên we de mîz bikin lawo, wan deynin« dibêje. [2152 demir_soregule] Tahirê Ûsiv dengê xwe li xortan dike û dixwaze ku xwe di edebê de ragirin. [2153 demir_soregule] Gazî Xidir dike. [2154 demir_soregule] Daxwaz dike ku navê çiya û newalên Hebîsê jê re bibêje. [2155 demir_soregule] Xidir li çiyan dinere. [2156 demir_soregule] Kulîlkên beîvên mala Nûrkê li jêra çiyê dibîne. [2157 demir_soregule] Bêhna zayîna buharê dide bêvila wî. [2158 demir_soregule] Dêngê kewan ji çar aliyan tê. [2159 demir_soregule] Bi dilbijîn »tu dibînî apê Tahir bê hîn çiqase kew li ba me hene« dibêje. [2160 demir_soregule] »Erê Xidir, çiyayên we asê ne, bi dar û ber û devî ne, kew tê de pir in« dibêje. [2161 demir_soregule] »Apê Tahir, bi meznaya xwedê ew ê ku li jora şkefta Hepsê dixwîne, mêkewa xwe dixe ser hêlinê« dibêje û navê çiya û newalên Hebîsê jê re dihejmêre. [2162 demir_soregule] Li durêyana Talatê û Cibilgirawê, şivanê Talatiyan bi lez tê ba Tahirê Ûsiv û »niha şeş zilamên bi tiving di serê wê sirtê re derbas bûn« dibêje. [2163 demir_soregule] »Ma suwarî bûn ya peya bûn« Tahirê Ûsiv dipirse. [2164 demir_soregule] Şivan, »peya bûn apo û tu heywan bi wan re tune bûn« dibêje. [2165 demir_soregule] »Madem peya û sobe bûn, xem nake birazî« dibêje û li Xidir difitile: »xortên me ne. [2166 demir_soregule] Min êvarê ew xewle kirin û heta em herin û bên, hûn jî di çiyan re paşmêriya me bikin... çi dibe û çi nabe... em xwedî dijmin in«. [2167 demir_soregule] Reşît û pênc pismam bûn. [2168 demir_soregule] Ji dûr ve paşmêrî dikirin. [2169 demir_soregule] Heta ku xêlî bûkê ji Kurikê derdixin, ew li serê xiramê pişta coka Himada rûdinin, mewîjan dixwin, çixaran vedixwin û li dora gund dinerin. [2170 demir_soregule] Dibînin ku xortên Kurikiyan li pêşiya xêliyan difitilin, lê »bila karê xwe bistînin, adet e« dibêjin. [2171 demir_soregule] Heta xêlî vedigerin, Şikrî dawetê li hewşa mala Tahirê Ûsiv digerîne. [2172 demir_soregule] Êdî esir e, sî dageriyaye newalan. [2173 demir_soregule] Talatî di xiroşa çaxê hatina bûkê de ne. [2174 demir_soregule] Tavilê xêlî li serê sikaka rezan xuya dikin. [2175 demir_soregule] Xidir li wir derdikeve pêşiya xêliyan û lê dixe. [2176 demir_soregule] Gava ji gund dengê wî dikin û wan dibînin, bûkên mala Mûsik lotikan didin, dilîlînin û pêrgî wan ve diçin binya malan. [2177 demir_soregule] Refek pîrekên mala Mûsik ji nav xêliyan derdikevin pişt Xidir, lotikan didin û koçekiyê dikin. [2178 demir_soregule] Xort dikevin nav wan û xweştir dikin. [2179 demir_soregule] Dengê halan û lîlandinan li wir jî bilind dikin. [2180 demir_soregule] Xidir dibêje, lê dixe û wan wilo dibe heta binya malan û tev li ên li gund dike. [2181 demir_soregule] Li wir, êdî »xanimê lê xanimê, bûka mala bavê min ê« dibêje û wan dikişîne hewşê. [2182 demir_soregule] Wî çaxî Xidir, Ûsivo li ser qorziya qesrê dibîne. [2183 demir_soregule] Tê gotin ku serqusandî, rîhkurkirî û simbêlhinekiri bû... diçirisand... wek berûya ku nû ji kovikê derkeve bû. [2184 demir_soregule] Xidir klamê li gor dilê wî diguhere û dengê xwe bi ser ê Şikrî dixe: »esmer e, çavbelek e, de werin werin... esmer ji gewran çêtir in, de werin werin... esmerê bi gewran nadim, de werin dîlana esmerê« dibêje. [2185 demir_soregule] Ûsivo li ser qesrê bi ser hev de dihile, difûre, xwe nagire, li pismaman difitilê û »ez ê îro toba xwe ji bo xatirê belekên çavên Gulçînê xera bikim... tu ka pismam wê tivingê bide min« ji Mûsê Mûsik re dibêje û qirikdirêja çapilî eskerkî radigire û pakêtekê li ser hêtûna Cibilgirawiyan dike. [2186 demir_soregule] Deng li hevdu vedigere û xuşîn bi best û xiraman dikeve. [2187 demir_soregule] Xidir, »yeke din Ûsiv gidî... yeke din çavê mino... bûk lê hêja ye... dengê tivingên we Talatiyan wek qirçîna şkestina hestiyan in, xweş li dawetan tên« dibêje. [2188 demir_soregule] Ûsivo bi a wî dike... toz û dûman ji hêtûnê radibe. [2189 demir_soregule] Reşît, »ew dengê tivinga mala apê min ê« dibêje û ew û pismam ji serê sikaka rezan li ber hêtûnê rûdinin û tev li kêfê dibin. [2190 demir_soregule] Şeş pismam bi hevdu re lê girêdidin. [2191 demir_soregule] Her yekî ji wan pakêtekê lê vala dike. [2192 demir_soregule] Hêtûn hildiweşe; toz û dûmaneke sipî wek rengê xezebê jê radibe û bi ezmên dikeve. [2193 demir_soregule] Ên ku meselê nizanin, bi awirên tirs û pirsê li hevdu dinerin û dicefilin. [2194 demir_soregule] Gelo kî ne ku hatine serê sikakên gund û wilo tivingan berdidin! [2195 demir_soregule] Tahirê Ûsiv rewşê dibîne û dike ku cebar bike û »xortên me ne gelî Omeriyan, dîlana me berdewam e« dibêje. [2196 demir_soregule] (Bi dû re tê bihîstin ku Cibilgirawî, wê yekê bi xwe gelekî nexweş dikin. [2197 demir_soregule] Hêtûn payîzê şewitandibûn, gerek çile hilweşiyaba, hêdî hêdî sar bûba û dê buharê bikêr bihata. [2198 demir_soregule] Lê hilneweşiyabû û bûbû mijara henekên Talatiyan. [2199 demir_soregule] Û îcar ji tivingên wan re bûbû nîşan jî. [2200 demir_soregule] Cibilgirawî, »çima kirî Talatî tivingan berdin hêtûna me« dibêjin, bi hevdu dişêwirin û xwe ji şer û heyfê re kar dikin. [2201 demir_soregule] Li gor ku tê gotin, Zibêrê mala axê wê êvarê li wir e, wan radigire û ji bo sulhê, qasidekî dişînê du axê Omeriyan. [2202 demir_soregule] Axe roja din zû tê, dikeve nav wan û hîna berî ku roj bibe êvar, xeterê diferikîne. [2203 demir_soregule] Talatî ji ber wê kirina wan, bi beranekî sêbirînî tên curmkirin. [2204 demir_soregule] Ji bo xatirê cîrantiyê û axê, xwe bi kêfxweşî didin ber curmê. [2205 demir_soregule] Roja bîst û yekê adarê, berên dikin firavîn û axe û maqûlên herdu gundan, li nav rezê mala Temo -maqûlekî Cibilgirawê- bi hev re dixwin û li hev tên) Gava Tahirê Ûsiv wilo dibêje, cotên bûkên mala Mûsik bi qesran ve hildikişin û ji wan re dilîlînin. [2206 demir_soregule] Xweşmêrên mala Mûsik, ji hewşê, berê çar tivingên din di ser serê kevokên xwe re didin ezmên û xûşînê bi best û newalan dixin. [2207 demir_soregule] Lîlandin û tiving ji hevdu zêde dibin û digerin. [2208 demir_soregule] Şahî bi ser gund tevî de, wek taveke buharê dibare. [2209 demir_soregule] Gulçînê, him ditirse û him jî serbilind dibe. [2210 demir_soregule] Lê dîsa jî, piştî ku sê bizinan wek xelat distîne, ji nû ve ji mehînê dadikeve û şerbikekî heta dev tije şekir û pere ji zarokan re li erdê dixe. [2211 demir_soregule] Ûsivo jî sê caran çenga xwe di bêrîka şalê xwe dadike û peran di ser serê wê re li nav zarokan direşîne. [2212 demir_soregule] Êdî Şikrî û Xidir herdu bi hevdu re lê dixin. [2213 demir_soregule] Geh di ber hevdu re diçin û tên, geh jî pêrgî hevdu diçin û dibêjin. [2214 demir_soregule] Xalit û Wesîla dotmama xwe di serê dawetê de milan didin hev. [2215 demir_soregule] Mûsê birê wê, Siltana xuşka Xalit digire. [2216 demir_soregule] Dizanin ku êdî dora wan e. [2217 demir_soregule] Hevdu dikilin. [2218 demir_soregule] Dilê xelkê dibije wan û wek wan dikin. [2219 demir_soregule] Dawet mezin dibe, xurt dibe, germ dibe, dikişe û difitile. [2220 demir_soregule] Qîz dikevin destê xortên gundê xwe û wan sor û germ dikin. [2221 demir_soregule] Xort di destên wan de dîn dibin, qîz bi wan re mest dibin. [2222 demir_soregule] Tava hîvê ye. [2223 demir_soregule] Şev wek rojê ye. [2224 demir_soregule] Dawet germ e û dil geş in. [2225 demir_soregule] Piştî eşayê dawet ji nû ve belav dibe. [2226 demir_soregule] Gundiyên mêvan wê şevê didin tenişta hevdu û diçin gundên xwe. [2227 demir_soregule] Daweta mala Mûsik deng dide, heft salan tê pesinandin. [2228 demir_soregule] Dû re a Xalit û Wesîla û a Mûsa û Siltanê jî çêdibe, lê tu dawet nabe wek a Ûsivo û Gulçînê. [2229 demir_soregule] Dibêjin ku gava Ûsivo xavika ser rûyê wê radike, »qîzê min soza xwe anî cîh... min soz û qerar dabû, heger ku bi xweşî nebûya, min ê bi darê kotekê bikira... min pênc tiving kar kiribûn... lê va ye bi xweşî bû... êdî tu jin be û çê be« dibêje û eniya wê maçî dike. [2230 demir_soregule] Gulçînê bi şermokiya bûkan dibeşişe û »xorto welehî tu dîn î, lê rast e, tu dînê min î. [2231 demir_soregule] Lê ma ne te sozin din jî dabûn min... hin jê, divê seranserê emrê dirêj bin. [2232 demir_soregule] Ez ê jin bim, ez ê ji mala te re stûn û senede bim, ez ê di a te de bim, lê divê tu jî li min nexî« dibêje. [2233 demir_soregule] Ûsivo, »bi soza xwedê Gula min, ez ê destê xwe li te hilnedim« dibêje. [2234 demir_soregule] Ên ku li ba wan in û wê axavtina wan dibihîzin, dibêjin »gelo ev dîn bûne, çi ji hevdu re dibêjin«. [2235 demir_soregule] Bi çîroka dilketina wan nizanin, ji tu kesan re negotibûn. [2236 demir_soregule] Piştî guhêztinê, ji nû ve çîroka dilketina xwe ji xelkê re dibêjin. [2237 demir_soregule] Îcar dikeve nav xelkê û digere. [2238 demir_soregule] »Eşkere ye ku qeder e, nivîsandina xwedê ye. [2239 demir_soregule] Ji ber wê yekê wek du stêrikên li ezmanan geriyan û li hevdu rast hatin« tê gotin. [2240 demir_soregule] Dilketina wan wilo çû serî û zû gihan miradê xwe. [2241 demir_soregule] Wê salê, rêsî bi hevdu re kirin. [2242 demir_soregule] Wê salê, ne rêsî tenê, lê hemû tişt bi hevdu re kirin. [2243 demir_soregule] Wî cot kir, wê jî taştê bir serê sedê. [2244 demir_soregule] Wî bizin girtin, wê jî dotin. [2245 demir_soregule] Wî navkil û lewlebên şahîk, ji bo ku destên wê neêşînin çêkirin, wê jî meşk bi sêpiyan vekirin û dew kila. [2246 demir_soregule] Wî navrojan serê xwe danî ser kaba wê û raza, wê jî baweşînk lê kir û têr lê nerî. [2247 demir_soregule] Êvaran jî, wî çû pişt û zend dan ber deriyan, wê jî cîh danîn. [2248 demir_soregule] Payîz wilo hat. [2249 demir_soregule] Perên berê havîna dewlemend ketin destê wan. [2250 demir_soregule] Wî çû hîzarê balîf û nazbalîfan ji dikanên bajaran kirî, wê jî neqişand. [2251 demir_soregule] Wî kiras û kil û kildan kirîn, wê jî li bejin û bala xwe kirin û çavên belek jê re kil dan. [2252 demir_soregule] Wî çi kir, wê jî ser temam kir. [2253 demir_soregule] Çaxê du sal ji wê xweşiyê çûn, îcar jê re Serdar anî. [2254 demir_soregule] Xweşî, bû bi ber û fêkî. [2255 demir_soregule] Lê ew jî demek bû, buhar û ciwanî bû, bûkanî û zavetî bû. [2256 demir_soregule] Jîn wek buharê geş û dîn bû lê gelekî zû çû. [2257 demir_soregule] Rast e, hezkirina wan qet sar û sist nebû, li soz û qerarên xwe nequliptin û bi hevdu re bûn dê û bavê koma zarokan, lê di ber her babet xweşiyan re, dest bi kişandina jana jînê û xaîntiya feleka xopan jî kirin. [2258 demir_soregule] Wî wextî bi xwe bû, çaxê ku Tahirê Ûsiv miribû. [2259 demir_soregule] Çar bira li dewsa wî mabûn. [2260 demir_soregule] Mal li hevdu par vekiribûn û mabûn ji xwe re. [2261 demir_soregule] Lê par hindik bû, hêvî xeter xuya bû. [2262 demir_soregule] Ji ber wê yekê, êdî rêya Nisêbînê derketibû ber wan bi xwe. [2263 demir_soregule] Piştî hatina Nisêbînê bi sê salan Esedê Şakir jî emir dabû. [2264 demir_soregule] Dibêjin ku êş û qiriktahlî hemû bi dû hevdu de tên. [2265 demir_soregule] Xuya ye rast e. [2266 demir_soregule] Barkirin û mirin du tiştên herî tahl û giran in. [2267 demir_soregule] Herdu jî hatin serê wan. [2268 demir_soregule] Gundê bav û kalan berdan û çûn Nisêbîna xopan. [2269 demir_soregule] Xaniyê wan hebû, lê her du-sê salên pêşî, birçî, şerpeze û rût bûn. [2270 demir_soregule] Ji ber wê yekê, Ûsivo wan çend salên pêşî, çi kar diketin ber, dikirin. [2271 demir_soregule] Demekê barkêşiya qaçaxçiyan jî kiribû û bala xwe dabû ser wî karî. [2272 demir_soregule] Erdek jî li Qamîşlokê kirîbû. [2273 demir_soregule] Dixwest mala xwe bibe wir û hêdî hêdî bibe xwedî mal û dikan. [2274 demir_soregule] Lê qelenê heta bi wir buha bû û qet ne bi dilê Gulçînê bû. [2275 demir_soregule] Û êdî navê wî jî wek qaçaxçî ketibû defterên polîsên binxetê. [2276 demir_soregule] Nema karîbûn mala xwe bibin wir. [2277 demir_soregule] Heger li wan deran bihata girtin, wê di binê hepsan de biriziya. [2278 demir_soregule] Êdî wî bi xwe jî tê derxistibû ku nabe û xebera wê ye. [2279 demir_soregule] Ew yek û kuştin, du xeterên mezin bûn, lê çareyeke din jî tune bû. [2280 demir_soregule] Gulçînê tu îfade qebûl nedikirin. [2281 demir_soregule] Her rojê xelk li ser wan rêyan dihatin kuştin. [2282 demir_soregule] Rojê laşek û dudu ji nav maînan derdixistin. [2283 demir_soregule] Dihat ber çavên wê ku wê Ûsivo jî rojekê li ser wan têlan bê kuştin û laşê wî bi ser de bînin. [2284 demir_soregule] Wî çaxî xwîna bedena wê tevî êrîşî ser mejiyê wê dikir û dîn dibû. [2285 demir_soregule] Ûsivo nikarîbû bihata kuştin, jîn bêyî wî nedibû. [2286 demir_soregule] Ji ber wê yekê jî, çi cara ku xwe kar dikir û diçû, xwe diavêt pêrxêlên wî û »tu dê bê kuştin... welehî tu dê rojekê bê kuştin... ma tu dê min û zarokan ji kê re bihêlî Ûsiv... ez ê tenê li vê xeribiyê çi bikim... ez ê bêyî te li vê dinyê çawa bikim... welehî ez ê herim ser pira Eleman û xwe tê werkim... bes here... welehî heger tu careke din herî ser wan têlan, ez ê herim mala bavê xwe û ez nema têm« jê re gotibû. [2287 demir_soregule] Carekê, du caran, sê caran... êdî gotin ketibû serê wî û ji bo abora zarokên xwe bala xwe dabû ser karekî din. [2288 demir_soregule] Gulçînê, ew wilo, bi zora girî û hêsiran ji wî karî bi dûr xistibû. [2289 demir_soregule] Erdê xwe jî li wir hiştibû. [2290 demir_soregule] Dû re çend carekî xwestibû here û bifiroşe, lê li hevdu rast nehatibû. [2291 demir_soregule] Wir bi carekê re ji bala xwe avêtibû. [2292 demir_soregule] Êdî havînan diçû nav tirkan, aliyê bajarê Edenê, li ser avaniyan kar dikir û serê çile jî dihat nav zarokên xwe. [2293 demir_soregule] Çile pê de jî geh çayêcîtî dikir, geh jî li sûka bajêr pîvazterk, bexdenûs, lehane û gêzer difirotin û abora zarokan dikir. [2294 demir_soregule] Çûna nav tirkan ne tu kar bû. [2295 demir_soregule] Xwestibûn wilo jî nekin. [2296 demir_soregule] Ceribandibûn, havînekê neçûbû, lê sê rojan kar kiribû, deh rojan betal mabû. [2297 demir_soregule] Asoxî ew yek qebûl kiribûn. [2298 demir_soregule] Ûsivo, carê, »ma em çawa bikin Gula min, çare tune ye. [2299 demir_soregule] Ez û tu, em bi hevdu re gihan binê tama jînê... xweşiyeke ku min bi te re nedît, nema. [2300 demir_soregule] Min jî rojekê destê xwe li te hilneda û gotineke ji şekir tahltir ji te re negot. [2301 demir_soregule] Vaye te zarok jî dane min. [2302 demir_soregule] Êdî ez û tu man ji zarokan re. [2303 demir_soregule] Ez ê herim bixebitim, tu jî wan li malê mezin bik« digot. [2304 demir_soregule] Gulçînê, »Ûsiv ez li te ne poşman im... heger ez dîsa bêm dinyê, ez ê dîsa te bikim... xebera te ye, bila wilo be, wilo çêtir e... hima ez bizanibim ku tu sax î û tu dê dîsa li min vegerî, xem nake« digot û wilo li hevdu dikirin. [2305 demir_soregule] Ûsivê Mûsik bi bejina xwe orte bû û dagirtî bû, lê saxlem û zinde bû. [2306 demir_soregule] Zilamekî mûzer û lihevhatî bû. [2307 demir_soregule] Rast û merd û camêr bû. [2308 demir_soregule] Nerm û cirxweş bû. [2309 demir_soregule] Şîrhelal û bi nan û xwê bû. [2310 demir_soregule] Karkir di ser wî re tune bû. [2311 demir_soregule] Çavên wî ji tu karan neditirsiyan, çi kar diketin ber, dikir. [2312 demir_soregule] Bi wî awayî, tu caran nedihişt ku çavên zarokên wî li xelkê bin û xwe kêmî xelkê bibînin. [2313 demir_soregule] Çavfireh bû. [2314 demir_soregule] Gulçînê jî wilo fêr kiribû. [2315 demir_soregule] Pir ji zarokên xwe hez dikir. [2316 demir_soregule] Ew di ser hemû tiştan re bûn. [2317 demir_soregule] Ji xwe Serdar rohniya herdu çavên wî bû. [2318 demir_soregule] Kincên bedew lê dikirin, solên spehî dikirin nigên wî û ew berdida nav xortên xelkê. [2319 demir_soregule] Û nedihişt ku zarokên wî di karên xelkê de bixebitin. [2320 demir_soregule] Hew Serdar wan her-du salên dawî, havînan bi armanca »şiyarkirina karkeran« diçû tevrikê û hew. [2321 demir_soregule] Ji serê deh dozdeh salan ve karê Ûsivê Mûsik ew bû. [2322 demir_soregule] Serê buharê diçû Edenê û payîzê vedigeriya malê. [2323 demir_soregule] Serê pêşî xelkê paşgotiniya wî dikir, bêbextî dikirin stûyê wî: »Ûsivo li wan bajaran yeke tirk ji xwe re aniye, ji ber wilo nayê mala xwe« digotin. [2324 demir_soregule] Ev gotin, li Kurikê jî digeriyan. [2325 demir_soregule] Li ser tenûr û kaniyan, »yadê zarokên wî jî ji a tirk çêbûne... ên ku bi çavên xwe dîne hene. [2326 demir_soregule] Jinik hinekî pîr e, lê pir dewlemend e; xwediya qesir û qusûrên bilind û bexçên sêv û pirtiqalan ê mezin e« ji hevdu re digotin. [2327 demir_soregule] Ew deng diçûn û diketin guhên Gulçînê. [2328 demir_soregule] Bawer nedikir, lê dîsa jî şikeke xaîn ketibû dilê wê û jê dixwar. [2329 demir_soregule] Sala pêşî, xwe girtibû. [2330 demir_soregule] Lê a din, hîna gava nû Ûsivo hatibû malê, xwe negirtibû û ew yek li ber guhê wî xistibû. [2331 demir_soregule] Ûsivo pêşî hinekî bi aqilê wê keniyabû, lê dû re gava dîtibû ku ji dil dibêje, bi dilovanî baweriya wê anîbû ku tiştên ku tên gotin, bêbextî ne, derew in. [2332 demir_soregule] Tenê ji bo aboriya zarokan li deriyan e. [2333 demir_soregule] Jê re, »tu jî dizanî ku çûn bi min jî ne xweş e, lê de ka rêyeke din bi ber min xîne, ez naçim« gotibû. [2334 demir_soregule] Lê dû re, xelkê ev yek terikandibû. [2335 demir_soregule] Ûsivo, carê hew çar pênc mehan tenê li malê dima. [2336 demir_soregule] Hema ku zivistan diçû û dinya hinekî germ dibû, ew berî hemû kesan diçû Edenê. [2337 demir_soregule] Heta ku serme dihat û karê avaniyan bêxêr dibû, ew ji nû ve dihat malê. [2338 demir_soregule] Wê buharê dîsa wilo kiribû. [2339 demir_soregule] Dema nû qeşa heliyabû, serme rabûbû, bayê kur rawestiyabû, dîsa wextê wî hatibû. [2340 demir_soregule] Dawiya sibatê karê xwe yê çûna Edenê kiribû. [2341 demir_soregule] Lê Gulçînê »ez ê sibe ji te re kutilkan çêbikim û dusibe şamborekan...« piştî du rojan jî, îcar, »Ûsiv te şîveke epraxan bixwara... te yeke goşt û birincê jî bixwara...« Çaxê ew roj diçûn »te yeke roviyên heşandî jî bixwara û tu dû re biçûya« gotibû. [2342 demir_soregule] Ew bi wî awayî çend rojan dereng xistibû. [2343 demir_soregule] Xwestibû wî bi hemû şîvên ku dihatin bîra wê bertîl bike û bihêle. [2344 demir_soregule] Asoxî li hevdu kiribûn û dawî li şîvan anîbûn. [2345 demir_soregule] Serê adarê çûbû. [2346 demir_soregule] Lê felek xaîn bû, kamaxê çiyayê Gawirda€î derbas nekiribû. [2347 demir_soregule] Otobusa wan li wir quliptibû. [2348 demir_soregule] Nêvî ji rêwiyan bîstika pêşî di cîh de miribûn, hin jî bi dû re miribûn. [2349 demir_soregule] Ew jî yek ji miriyan bû. [2350 demir_soregule] Roja piştî çûna wî xebera di wê derheqê de ji radioyê bihîstibûn. [2351 demir_soregule] Lê hîna nizanîbûn bê otobusa wan e, an na. [2352 demir_soregule] Lê zû derketibû ku ew otobus bi xwe ye. [2353 demir_soregule] Li vê tofanê! [2354 demir_soregule] Ûsivo çawa dimire! [2355 demir_soregule] Wê Gulçînê piştî wî çi bikira! [2356 demir_soregule] Li xwe dixist û wilo ji xwe dipirsî. [2357 demir_soregule] Gulçînê dîn bûbû û dikira bi çiyan bikeve. [2358 demir_soregule] Tiştekî weha qebûl nedikir. [2359 demir_soregule] Çavên wê di nava serê wê de pahn dibûn û li ber girî diçû. [2360 demir_soregule] Gulçînê, hîna berî ku bizanibe bê Ûsivo di çi rewşê de ye dest bi girî û hewarê kiribû. [2361 demir_soregule] Wê bi xwe, zanîbû bê rastiya xeberê ji bo wê çi tofan û talanî bû. [2362 demir_soregule] Zarokên wê li dora wê kom dibûn, bi kirasê wê digirtin û pê re digiriyan, mala wê dikirin wek mala sêwiyan. [2363 demir_soregule] Serdar bi nav kul û xeman de kûr daketibû. [2364 demir_soregule] Xemgîniya dinyê hemû rijiyabû ser rûyê wî û mabû li ber radioyê. [2365 demir_soregule] Radioyê, carê »ên mirî hemû hîna nehatine naskirin« digot. [2366 demir_soregule] Pêşî gava nav dixwendin, bavê wî ne di nav wan de bû. [2367 demir_soregule] Kesereke kûr vedida û dima heta careke din. [2368 demir_soregule] Gulçînê jî carê dihat û guhê xwe dida ber radioyê û guhdarî dikir. [2369 demir_soregule] Lê tiştek fam nedikir, wê bi tirkî nizanîbû. [2370 demir_soregule] Heger navê mêrê wê bihata xwendin, wê tê derxista ku qala mêrê wê dike. [2371 demir_soregule] Her cara ku navê miriyan dixwendin û navê wî nedigotin, dilê wê piçekî rehet dibû, lê tirs û şîna ku ketibû dilê wê, dernediket. [2372 demir_soregule] Tirsa malikşewitî dîsa giran dibû, tûj dibû û ew dişewitand. [2373 demir_soregule] Serdar didît, carê serê wê datanî ser sênga xwe û alî wê hinekî bêdeng digiriya û dû re jî serê wê radikir, qeweta xwe li xwe dicivand û çend gotin bi ser hevdu vedikirin. [2374 demir_soregule] Dikir ku hêviya di dilê xwe û wê de bilindtir û qewîntir bike. [2375 demir_soregule] Lê... lê dîsa jî nedibû. [2376 demir_soregule] Roj gihabû ber nîro. [2377 demir_soregule] Radîoyê dîsa got. [2378 demir_soregule] Gulçînê bi xemgînî pirsî: »ma îcar çi got kurê min?« [2379 demir_soregule] »Dibêjin ku şifêr nezan bû û bi ser nezaniya xwe de, araq jî ziqimîbû. [2380 demir_soregule] Îcar li ber xelaseka çiyayê Gawirdagî, otobus xurt ajotiye çiveke teng û ji rê derxistiye. [2381 demir_soregule] Nêzîkî sed metroyan di ser hev re quliptiye û çûye.« [2382 demir_soregule] »Mala min şewitî... ma ku sed metroyan di ser hev re quliptibe, kî sax maye kurê min« got û giriya. [2383 demir_soregule] »Hemû nemirine mama... gelek jê bi birîndarî xelas bûne. [2384 demir_soregule] Hin rakirine Edenê û hin jî li Osmaniyê ne. [2385 demir_soregule] Navê ên mirî xwendin, bavê min ne di nav wan de bû. [2386 demir_soregule] Ka hinekî bêhna xwe fireh bike, belkî bavê min jî hew birîndar e, balkî bavê min ne miriye. [2387 demir_soregule] Ji bo xatirê zarokan bes bigirî... him...« Serdar got û ew maçî kir. [2388 demir_soregule] Gulçînê, bi çavên mişt hêsir lê dinerî û dixwest bibêje »ez nikarim kurê min, ne tiştekî di destê min de ye« û giriyê xwe dom kir. [2389 demir_soregule] Nîro Şêrîna xuşka wê û zarokên xwe jî ji taxa Kanîkan hatin. [2390 demir_soregule] Ket derî û »keçê porkurê Gulê ma raste« got. [2391 demir_soregule] Gava çavên Gulçînê lê ketin, girî lê hişktir û girantir bû, şîn û xemgîniya malikşewitî lê tarîtir bûn û zûrîna giriyê wê bû wek zûrîna guran. [2392 demir_soregule] »Ez nizanim xuşkê... tofana ku hatiye serê min, hîna ne rast derketiye û ne jî derew. [2393 demir_soregule] Lê dilê min porkurê di nav lepên mirina xaîn de ye« got û li xwe xist. [2394 demir_soregule] Şêrînê û zarokan jî dest bi giriyê kamax kirin. [2395 demir_soregule] Mala wan bû wek kewara mêşan. [2396 demir_soregule] Piştî ne bi gelekî Çeto jî hat. [2397 demir_soregule] Cîranan jî rewş fam kirin û hêdî hêdî hatin. [2398 demir_soregule] Dû re Mecîdê mêrê Şêrînê jî hat. [2399 demir_soregule] Hundur tijê pîrek û zarok bû, cîh jê re nemabû. [2400 demir_soregule] Mecîd qapûtê xwe li xwe pêça û li hewşê li ser kursiyekê rûnişt. [2401 demir_soregule] Çigare ji hev pêdixistin. [2402 demir_soregule] Êdî roj dor esir bû. [2403 demir_soregule] Du camêrên cîran jî hatin li ba wî rûniştin. [2404 demir_soregule] Temoyê mêrê Têliyê û Selîmê mêrê Xunavê bûn. [2405 demir_soregule] Sorê lawê Têliyê jî bi dû re hat. [2406 demir_soregule] Saet heft û nîvê êvarê, wextê ajansa dirêj bû. [2407 demir_soregule] Tavilê navê Ûsivo jî avêtin bin wê gotina kereh. [2408 demir_soregule] Wî çaxî dinya bi ser Serdar û Gulçînê de hilweşiya. [2409 demir_soregule] Gava nû »Ûsiv Taş« gotin, Serdar serê xwe rakir û li dêya xwe nerî. [2410 demir_soregule] Nêzîkî wî bû. [2411 demir_soregule] Xwîn jê çûbû, çavên wê beloq bûbûn, devê wê nîv ji hev mabû û bêhna wê çikiya bû. [2412 demir_soregule] Wek ku can û xwîn tê de tune bûn lê hatibû. [2413 demir_soregule] Wilo bêdeng û bêliv û bizdiyayî rawestiyabû. [2414 demir_soregule] Bi bihîstina navê Ûsivo re, dest bi hejê kiribû. [2415 demir_soregule] Dişewişî. [2416 demir_soregule] Tavilê »li min pepûkê, li vê tofanê« got û êdî destên wê hatin bîra wê. [2417 demir_soregule] Bi lapûşkên herdu destan kir ku rûyê xwe zîvar zîvarî bike. [2418 demir_soregule] Lapûşk kûr diavêtin. [2419 demir_soregule] Bi cara pêşî re cîhê her deh neynûkan li rûyê wê xuya kirin. [2420 demir_soregule] Zozanka biçûk jî ji tirsan re kir qêrîn û xwe avêt dawa wê. [2421 demir_soregule] Gulçînê, ew nedît û nebihîst. [2422 demir_soregule] Şêrînê ew girt ber himbêza xwe. [2423 demir_soregule] Çavên Serdar tijê hêsir bûbûn, lê didît ku dêya wî ji dest xwe diçe. [2424 demir_soregule] Xwe avêtyê, ew li hewayê girt û serê wê danî ser milê xwe, herdu destên wê girtin û rûyê wê ji destên wê parast. [2425 demir_soregule] Gulçînê dikir ku aqilê xwe berde û dîn bibe. [2426 demir_soregule] Bi tu awan nedihat rawestandin û aşkirin. [2427 demir_soregule] Heta derengê şevê, heta ku ji girî zuwa bû û bêhal ket, giriya. [2428 demir_soregule] Serdar û Mecîd, otobusa sibehê girtin û ketin rêya Osmaniyê. [2429 demir_soregule] Tembiya dêya xwe û zarokan, li Şêrîna xaltîka xwe kir. [2430 demir_soregule] »Tu qewîn be xaltîkê, û çavên te li wan be« got. [2431 demir_soregule] Roja çaran laşê Ûsivo anîn û hatin. [2432 demir_soregule] Roja ku hatin, gihan wî veşêrin jî. [2433 demir_soregule] Biçûk û mezinên taxê hemû pê re çûn nav Mezelê Hecacan. [2434 demir_soregule] Bi giramiyeke nedîtî Ûsivo bi rê kirin. [2435 demir_soregule] Hemû kes ecêbmayî mabûn. [2436 demir_soregule] Ma ên ku jê hez dikirin û li ber diketin çi qasî pir bûn. [2437 demir_soregule] Ketin bin çengên Gulçînê û ew ji wir anîn. [2438 demir_soregule] Lê gava nû giha malê, bi meqes bi porê xwe ket. [2439 demir_soregule] Heta ku Têliyê û Şêrînê pê ve gihan, wê herdu gulîk di ber binî re jê kirin û wek du rêsiyan avêtin dera han. [2440 demir_soregule] Êdî dora temberiyê û biskan bû. [2441 demir_soregule] Şêrînê û Têliyê »keçê Gulê malxerabê tu çi dikî« gotin û bi destên wê girtin û ew zeft kirin. [2442 demir_soregule] Lê wê, »min berdin, ma ez ê piştî Ûsivo çi bikim ji wan« got. [2443 demir_soregule] Wê kirinê, tesîreke mezin li Serdar kir, êşeke mezin kir dilê wî. [2444 demir_soregule] Dêya wilo spehî, bûbû wek dînan, wek qirdikan. [2445 demir_soregule] Bav miribû û ew yek hatibû serê dê. [2446 demir_soregule] Dilê wî dihiliya û diniqutî nava wî. [2447 demir_soregule] Piştî ku şûn rabû, çû ji nav dahla Hemê Cizîrî derxeke tûyan anî û di ber serê bavê xwe de çand. [2448 demir_soregule] Tembî li Sînemê kir ku her rojê biçe av bide. [2449 demir_soregule] Dereng bû, lê xwe girt. [2450 demir_soregule] Ûsivo li cîhê cîh nemiribû, bi birîndarî rakiribûn heta Osmaniyê. [2451 demir_soregule] Li gor rapora ku doktor dabû, roja din, ji ber birîna serê xwe çûbû. [2452 demir_soregule] Xwîn çûbû ser mejiyê wî. [2453 demir_soregule] Lê bedena wî jî hemû hatibû cûtin. [2454 demir_soregule] Çaxê Serdar û Mecîd çûbûn Osmaniyê, birên Ûsivo û xezûranên wî hatibûn û di şûnê de rûniştibûn. [2455 demir_soregule] Gelek Talatî û Kurikî bi wan re hatibûn. [2456 demir_soregule] Dû re jî nifşek dihat yek diçû. [2457 demir_soregule] Lê ap û xal deh rojan man. [2458 demir_soregule] Xwarina Ûsivo jî dan û dû re çûn. [2459 demir_soregule] Heta li wir bûn, xwe dan ber hemû xerciyan. [2460 demir_soregule] Gava çûn jî, di nav hev de hinek berdestî dan ser hev û xwestin bidin Gulçînê, lê negirt. [2461 demir_soregule] Dan Serdar, wî jî negirt. [2462 demir_soregule] Ji bo ku dû re bide Gulçînê, dan Şêrînê. [2463 demir_soregule] Piştî ku ew çûn, Gulçînê ji nû ve, eşkeretir di tenêbûna xwe û di mezinbûna tofana ku bi ser de hatibû, derxist. [2464 demir_soregule] Ûsivo, ne êş û girî tenê jê re hiştibûn. [2465 demir_soregule] Tê derdixist ku êdî him dê ye, him bav e, him jî sermiyana malê ye, him jineke bî ye û him jî dêya sêwiyan e. [2466 demir_soregule] Hemû tişt di stûyê wê de mabûn. [2467 demir_soregule] Ji nû ve tê derxist ku êdî mal, maleke bê zilam û bê sermiyan e. [2468 demir_soregule] Hejmara malbatê a rast ji nû ve derket ber çavên wê. [2469 demir_soregule] Dinerî û ew dihejmartin, didît ku yek kêm e. [2470 demir_soregule] Ûsivo kêm bû, stûna nava malê kêm bû. [2471 demir_soregule] Ê ku ji nav temamê xortên ku di wextê xwe de dîtibûn ji xwe re hilbijartibû, êdî tune bû. [2472 demir_soregule] Dikir û nedikir, nikarîbû mirina wî qebûl bike. [2473 demir_soregule] Êşeke mezin bû, kamaxî bû, girî jê re diviyabû. [2474 demir_soregule] Ew jî digiriya. [2475 demir_soregule] Heta wî wextî, gihabû ku ji girî zuwa bibe. [2476 demir_soregule] Di wan deh rojan de nêvî mabû. [2477 demir_soregule] Rengê wê bûbû wek ê miriyan. [2478 demir_soregule] Gotin jî ji devê wê dernediketin. [2479 demir_soregule] Ew û zarok hemû dujîn û perîşan bûbûn. [2480 demir_soregule] Şêrînê carekê û Meyrema dêya Misto jî carekê serê biçûkan şuştibûn. [2481 demir_soregule] Tiştê ku Serdar ji halê zarokan tê derdixist, rewş xerab bû. [2482 demir_soregule] Hemû bûbûn wek çêlîkên pîrebokan. [2483 demir_soregule] Wî çaxî pê hisiya ku îcar divê ew bi xwe bikaribe wek zilam rêberiya malbatê bike, ji Gulçînê re bibe senede, li zarokan xwedî derkeve, wan ji xeteran û ketinê biparêze. [2484 demir_soregule] Rastkirina wê rewşê, êdî ji xwe re bar û vatinî didît. [2485 demir_soregule] Rewş ji dêya xwe re got û tika kir ku hinekî qudûman bide ber xwe. [2486 demir_soregule] Gulçînê didît ku rast e. [2487 demir_soregule] Rabûn ne hêsan bû, lê bi alîkariya wî, hêdî hêdî destên xwe avêtin zarokan û rabû ser nigan. [2488 demir_soregule] Hêdî hêdî dest pê kir û pêşî bi zarokên biçûk re, bi dû rê jî bi ên din re axivî. [2489 demir_soregule] Lê serê saetê libek dudu hêsir ji çavên wê diherikîn ser dev û lêvên wê. [2490 demir_soregule] Dema diramiya û didît ku Ûsivo bi carekê re ew hiştiye û çûye, xwe nedigirt û digiriya. [2491 demir_soregule] Êvaran, dema zarok dikirin xewê, ji nû ve rûdinişt û qederekî digiriya. [2492 demir_soregule] Heta mehekê jî her şevê û her rojê digiriya, lê dû re giriyê wê firktir û siviktir bû. [2493 demir_soregule] Êdî çav nedigiriyan, lê dilê wê her bi girî bû, bi kul û xem û birîn bû. [2494 demir_soregule] Mirina xaîn, êş û şîn û xemgîniyeke mezin bi ser de anîbû. [2495 demir_soregule] Tam û rengê jîna mala wê, bi carekê re çûbû. [2496 demir_soregule] Tiştek bi tenê jî nema wek berê bû. [2497 demir_soregule] Ji bo hemûyan wilo bû. [2498 demir_soregule] Şiklê axavtinê, şiklê rûniştinê, şiklê xwarinê û şiklê razanê bûbû bi awayekî din. [2499 demir_soregule] Rebeniyê, êşê û xemgîniyê tam û rengê xwe dabû hemû tiştan. [2500 demir_soregule] Xwestin û hêviyên wan ên ji jînê hemû hatibûn guhertin. [2501 demir_soregule] Gulçînê biryar da ku her êvara înê, şîva Ûsivo derxe. [2502 demir_soregule] Çar în bê şîv çûbûn, ew jî li ser hev dan pîra Koçerê û mala Hafiz. [2503 demir_soregule] Çaxê şîvên xweş, şîvên ku dixwest Ûsivo jî jê bixwe çêdikirin, în ba ne în ba, dibir ji Koçerê re. [2504 demir_soregule] Di çaxê wê tofana ku hatibû serê malbatê de, malbata Misto texsîr nekiribû. [2505 demir_soregule] Him dêya wî û him jî bavê wî, destê dostaniyê ji ber pişta wan nedabûn alî. [2506 demir_soregule] Meyremê yek ji wan pîrekên ku karên malê dikirin û li zarokan dinerî bû. [2507 demir_soregule] Bavê wî, Osê Reş, seranserê rojan li ba wan bû û xwe dida ber gelek xerciyan. [2508 demir_soregule] Dehrojên pêşî hew êvaran tenê diçû »karê xwe«. [2509 demir_soregule] Dû re, pereyekî baş dabû Meyremê û »van peran bide Gulçînê. [2510 demir_soregule] Bila ji zarokên xwe re xerc bike. [2511 demir_soregule] Hemû kes dizanin ku perên helal bi min re tune ne... lê min ev pere bi xwe, şevê din ji berazekî birin. [2512 demir_soregule] Bila ji min bawer bike ku perên wî li hemû kesan helal in. [2513 demir_soregule] Bila bê tirs bixwin« gotibû. [2514 demir_soregule] Têliyê û Temê mêrê xwe li ber gelek baran rabûbûn. [2515 demir_soregule] Dist û beroş, wê çûbûn ji nav malan anîbûn û wê xwarin çêkiribû. [2516 demir_soregule] Xunavê û Selîmo jî gotin nebiribûn ser cîrantiyê. [2517 demir_soregule] Melê taxê, Mele Letîf jî her li ba wan bû û êvaran jî Reşît û birayên wî bi xwe re dibirin malê. [2518 demir_soregule] Evdo û birayên xwe jî diçûn mala Hecî Osman. [2519 demir_soregule] Hecî Osman her şevê dihat ba wan û wexta razanan ew bi xwe re dibirin. [2520 demir_soregule] Serdar du hefteyan li ser hev neçûbû dibistanê. [2521 demir_soregule] Misto û Çeto jî hefta pêşî li ba wî bûn û neçûbûn dibistanê. [2522 demir_soregule] Hefta duduyan Serdar ew şandibûn. [2523 demir_soregule] Misto wî çaxî sedema nehatina wî ya dibistanê ji Gulê re gotibû. [2524 demir_soregule] Gelekî li ber ketibû. [2525 demir_soregule] Nû Misto jê re gotibû, hêsir ji çavên wê bariyabûn. [2526 demir_soregule] Neçûbû malê ba, lê sersaxî bi Misto re şandibû û gotibû ku »pir li ber bavê wî dikeve, bila ên mayî sax bin.« [2527 demir_soregule] Ûsivo çûbû, lê êş û kul û xem ji wî û dêya wî re hiştibûn. [2528 demir_soregule] Aliyekî dara dilgeşiya evîna wan, wilo şkestibû. [2529 demir_soregule] Buhar xweş hatibû, lê wek ku hatibû neçûbû. [2530 demir_soregule] Seranserê buharê giraniyeke xemgîn di canê wî de bû. [2531 demir_soregule] Ken û kêf û dilgeşî, her carê wek barana derengketî bû. [2532 demir_soregule] Piçik piçik dihat û zû diçû. [2533 demir_soregule] Giraniya ku xwe berdida ser canê wî, carnan dibû westaneke giran. [2534 demir_soregule] Rengê wî sar û kelê bû. [2535 demir_soregule] Sist bû. [2536 demir_soregule] Di derheqa pêşerojê de bi şik bû, xemgîn bû. [2537 demir_soregule] Bi Misto re diaxivî. [2538 demir_soregule] Misto nav tê dida, hinek can dida hêviyên wî, lê roja din dîsa wek berê bû. [2539 demir_soregule] Tiştê ku wî bi xwe hisab dikir û didît, wê jîn jê re ne hêsan bûya. [2540 demir_soregule] Ûsivo, sala berî mirina xwe, baş kar kiribû. [2541 demir_soregule] Hinekî zûtir jî hatibû malê. [2542 demir_soregule] Piştî ku hatibû jî, dest bi karekî din kiribû. [2543 demir_soregule] Bexçak girtibû. [2544 demir_soregule] Lehane, pîvazterk, bexdenûs û silk çandibûn. [2545 demir_soregule] Çile pê de qet betal nemabû. [2546 demir_soregule] Hatina wî baş bû. [2547 demir_soregule] Tu kes ji wan nexweş neketibûn. [2548 demir_soregule] Jê xwaribûn, vexwaribûn, li xwe kiribûn û dîsa jî xelas nebûbû. [2549 demir_soregule] Gava dabû ser rêya Edenê, têra xwarina mehekê duduyan, ji perên ku hîna zivistanê kiribûn, dabûn Gulçînê. [2550 demir_soregule] Ji ber wê yekê jî, perên ku li Edenê kiribûn, di cîhê xwe de mabûn, li ba Evdoyê bûrayê wî bûn. [2551 demir_soregule] Evdo bi wan peran û hinekên xwe, mewîjên Omeriyan kirîbûn û anîbûn bajêr firotibûn dewletê. [2552 demir_soregule] Ji bajêr jî genim biribû û firotibû Omeriyan. [2553 demir_soregule] Hinek pere ji wir jî bi ser perên wan ketibûn. [2554 demir_soregule] Carekê jî çûbû tûtin ji Xursê kirîbû û anîbû firotibû wan gundan. [2555 demir_soregule] Çaxê Ûsivo emir dabû saxan, perên wan bûbûn duqat. [2556 demir_soregule] Nêvî ji wan perên serketî jî, para wî bûn. [2557 demir_soregule] Bi dû re, çaxê mehên dilaxêvê çûn û havîna dewlemend hat, berê xwe da, pere ketin bêrîkên xelkê, ap û xalan perakî baş di nav xwe de civandin û ji wan re anîn. [2558 demir_soregule] Çar xal û sê ap bûn. [2559 demir_soregule] Ew pere û ên wî yên li ba Evdo, kirin ser hev û li ba Hecî Osman danîn. [2560 demir_soregule] Dostê Reşît bû. [2561 demir_soregule] Jê re Hecî Osmanê Gundikî dihat gotin. [2562 demir_soregule] Dewlemend bû, gelek kar dikirin. [2563 demir_soregule] Ji lawê xwe yê mezin re, dikaneke lastîkên tirimpêlan vekiribû. [2564 demir_soregule] Ji ê bi dû wî re, dikaneke qumaş vekiribû. [2565 demir_soregule] Ji ê din re jî, di nava sûkê de restaurantek vekiribû. [2566 demir_soregule] Wî bi xwe jî him pembo diçand û him jî dikandariya malê li ser hev dikir. [2567 demir_soregule] Nîvê dikanên bajêr li ser wî bûn. [2568 demir_soregule] Wek dewletê bû. [2569 demir_soregule] Heta wê rojê di tu bazaran de nexesirîbû û perên tu kesan nexwaribûn. [2570 demir_soregule] Tucarekî zîrek bû û baweriya xelkê pê dihat. [2571 demir_soregule] Lê sala çûyî pemboyê wî ne baş bû, hinekî destengiya perên hişkpere dikir. [2572 demir_soregule] Sê caran çûbû hecê. [2573 demir_soregule] Du jinên wî hebûn, her yekê ji wan di xaniyekî de bû. [2574 demir_soregule] Dor bîst zarokên wî ji herduyan hebûn. [2575 demir_soregule] Lê li gor ku dihat gotin, dilê wî hîna jî di dinyê de hebû, çavên xwe li yeke din jî digerand. [2576 demir_soregule] Lawên wî ev nêta wî ne rast didîtin û bi xwe nexweş dikirin, lê mal, malê wî bû û xelas nedibû. [2577 demir_soregule] Li gor bazara ku kiribûn, wê Hecî Osman her mehê bi qasî nîvê miaşê Mele Letîf bida wan û wê pereyên wan jî wek xwe bimana. [2578 demir_soregule] Ji bo ku ew pere di salekê duduyan de nekevin û nemirin, bi hesabê Dolarên Emerîkanî dabûnê. [2579 demir_soregule] Hemû li ser hev, deh hezar Dolar bûn. [2580 demir_soregule] Li gor bazarê, wê ew deh hezar Dolar, ne kêm û ne jî zêde bûbûna. [2581 demir_soregule] Reşît û Evdo, du birayên wî, Mele Letîf û du camêrên din jî di wê derheqê de kirin şahid. [2582 demir_soregule] Çi dibe çi nabe, ji bo ku dû re dostaniya dinyê xera nebe. [2583 demir_soregule] Li gor bazarê, roja ku mehek çû û bû yekê a din, wê Serdar biçûya pere ji ba Hecî bianîna. [2584 demir_soregule] Ji ser erdê bin erdê, wê yekê mehê perên wan amade bikirana. [2585 demir_soregule] Mele Letîf jî, dema li miaşê wî zedê bûbûya, wê reqema nîvê miaşê xwe li ser du kaxetan binivîsanda û her kaxetekê ji wan, bida aliyekî ji wan. [2586 demir_soregule] Ap û xalan bi wî awayî ji wan re li hevdu girêdan û tekûz kirin. [2587 demir_soregule] Li gor fitûya ku melê dabû, selef di wê bazarê de tune bû. [2588 demir_soregule] Ap û xalan tiştekî din jî kirin: li gor şêwira ku bi hevdu re kirin, wê mala apan her salê dims, mewîj û savarê wan amade bikirana, wê xalan jî kavirekî dermale, ava bacanan, pîvaz û fasûliyên sipî bidana wan. [2589 demir_soregule] Wê her aliyekî ji wan salê pênc olçek ervan jî bidana wan. [2590 demir_soregule] Lê Evdo halxweş bû û gelek caran rêya wî bi bajêr diket... wî ne li gor şêwir û bazaran dikir. [2591 demir_soregule] Salê du-sê kîsên ardê xas, bê hejmar caran kezeb û ser û pê ji wan re dibirin. [2592 demir_soregule] Mêwe û tiştên din jî, kî ji wan bihata bajêr, bi dest xwe re dianîn. [2593 demir_soregule] Ji Mele Letîf pirsîn bê ma dikarin zika xwe jî bidin wan an na. [2594 demir_soregule] Li gor destûra wî, karibûn heta bi nîvê zika xwe jî bidana wan. [2595 demir_soregule] Mele Letîf ji wan re pir baş bû, serê xwe bi pirsên wan diêşand û her demê rêyek didît. [2596 demir_soregule] Wan jî başiyên wî bi avê de bernedidan û ew ji bîra nedikirin. [2597 demir_soregule] Abora mala Ûsivo ma li ser wê yekê. [2598 demir_soregule] Serdar û Misto, ji şemiyan, şemiyeke buharê, berî nîro, li sûka Nisêbînê, li ber dikana qunderan a li hemberî sînema havînî, li Gulê û Sêvê rast hatin. [2599 demir_soregule] Roja duyem a piştî baraneke dîn bû. [2600 demir_soregule] Du rojan li ser hevdu bariyabû û roja sisyan bi xunaveke di ber bê û rojê re, tavilê êvarê rawestiyabû. [2601 demir_soregule] Dinya têr avdabû, buhar geştir kiribû. [2602 demir_soregule] Êdî ezman çik sayî bû. [2603 demir_soregule] Nisêbînê diçirisand. [2604 demir_soregule] Rojeke bi hesreta dinyê derketibû û ew bi merdî germ û xweş dikir. [2605 demir_soregule] Hilmeke jîndar ji dinyê difûriya. [2606 demir_soregule] Bêhna buhara geş û stewiyayî ketibû bajêr û mest kiribû. [2607 demir_soregule] Dengê çûkan ji avaniyên bilind li hevdu vedigeriya. [2608 demir_soregule] Lebateke geş ketibû sûka bajêr. [2609 demir_soregule] Çaxê hezar babet karan û kirînan bû. [2610 demir_soregule] Mehên dilaxêvê li ser çûnê, bûk li ser birinê bûn. [2611 demir_soregule] Herdu zeriyên Hecî Elî jî, ji bo bûkaniya Sêvê derketibûn kirîna qunderan. [2612 demir_soregule] Êdî roja wê hatibû. [2613 demir_soregule] Rastderketina hêviyên di derheqa xweşiyên jînê de, ji bo wê li ser rojan bû. [2614 demir_soregule] Dilê ku bi wan hêviyan dagirtî bû, xwîn û jîn dida bedena wê, ew sor û germ kiribû. [2615 demir_soregule] Wek guleke di serê şaxan de bû. [2616 demir_soregule] Xuya dibû ku bi buharê re, wek çinareke di devê çeman de fûriyabû. [2617 demir_soregule] Jîn, li ser dev û lêvên wê dibû ken û dirijiya der. [2618 demir_soregule] Êdî wextê wê bû. [2619 demir_soregule] Her rojê ji roja din bedewtir dibû û wê şemiyê, xwe bi taybetî xemilandibû û spehî kiribû. [2620 demir_soregule] Çav kil dabûn, reş û belek kiribûn û xetên birûyan di ser wan re kişandibûn, kiribûn wek du kevanên mêrkuj. [2621 demir_soregule] Herdu lêv, nîv sor û nîv pembe kiribûn, amade bûn ku di nav simbêlên mêran re bihilin ser dev û lêvên wan. [2622 demir_soregule] Gava çavên Misto lê ketin, agirê azweriya mêranî di nava wî de rabû û bi bedena wî ket. [2623 demir_soregule] Lê dereng mabû, ji destê wî çûbû. [2624 demir_soregule] Xuyabû cara wê ya dawîn bû ku wek qîzeke li mala bavê derdiket sûka bajêr. [2625 demir_soregule] Karê xwe û çûna ba Xalit dikir. [2626 demir_soregule] Heger careke din li bajêr xuya bikira, bi gumana xurt, wê di destê Xalit de bûya. [2627 demir_soregule] Misto jî ev yek zanîbû. [2628 demir_soregule] Ji ber vê yekê jî, tiştê ku di destê wî de mabû, firkandina zik bû. [2629 demir_soregule] Bi her çend peyvên pêşî ku li hevdu vegerandin, hat famkirin ku ji bo karê Sêvê derketine kirîna qunderan û çend tiştên ku ji rihela wê kêm bûn. [2630 demir_soregule] Serdar, li Sêvê nerî û »ser xêrê be, hêvîdar im hûn jîneke geş û dirêj bi hevdu re bijîn« got. [2631 demir_soregule] Sêvê bi nazdariyeke mê, »spas Serdar« got û li Gulê nerî. [2632 demir_soregule] Li kêleka wê hêdî hêdî dibeşişî û li wî dinerî. [2633 demir_soregule] Sêvê dîsa berê xwe da Serdar û »bi xêr îcar dora we ye« got. [2634 demir_soregule] Serdar milên xwe hinekî bi şermokî hejandin, beşişî, lê tiştek negot. [2635 demir_soregule] Misto dît ku di nav de maye û jê re sext bûye. [2636 demir_soregule] Li Sêvê nerî û »bawer be em ê bi xwêdana ji daweta te, herin a wan. [2637 demir_soregule] Êdî dora wan e. [2638 demir_soregule] Lê çû, ez rebenê xwedê wilo mam« got û keniya. [2639 demir_soregule] Ew jî keniyan. [2640 demir_soregule] Serdar bi şik lê nerî, lê ên din mebesta wî fam nekirin. [2641 demir_soregule] Serdar, tavilê got, »de ka em ê pêşî daweta we bikin... welehî Xalit hîna em pê nehisandine... lê hêvî dikim ku me ji bîra nake«. [2642 demir_soregule] »Lê hûn dîsa werin, va ye ez û Sêvê ji we re dibêjin... werin« Gulê got. [2643 demir_soregule] Lê ji nifşkê ve Sêvê bi ken û xiroşî û nazdarî, »keçê qirikê Gulê, li me dereng e, ka em herin. [2644 demir_soregule] Heger em dereng bimînin, wê keziyên me jêbikin... zû, em herin« got û ji ba xortan hûrik hûrik meşiyan, çûn. [2645 demir_soregule] Serdar di nav ramanan de belawela xuya bû, serê xwe zû berdabû ber xwe, bala wî ne li tu deveran bû, lê heçê Misto bû, dîsa êşê dabû nava wî, tibabekî bi dû wan de, li Sêvê nerî. [2646 demir_soregule] Xwe dihejand û diherikî, lê zû ji ber çavan şemitî sûka malê biyanî. [2647 demir_soregule] Kul û hesreta wê, dîsa xwe berda ser dilê wî. [2648 demir_soregule] Nîvkeserek kişand, serê xwe hejand û »xwedêyo, ma tu dikarî çi qase pîrekiyê bidî hinan! [2649 demir_soregule] Xalit lê hêja ye, lê xwezî min berî wî bidîta... bila ew tenê bibêje min yek ji xwe re dît...« di dilê xwe de got û xwêsiya xwe daqurtand. [2650 demir_soregule] Gava herdu xuşk ji bajêr vegeriyan malê, li serê kuçê, bavê Serdar hat bîra Sêvê. [2651 demir_soregule] »Keçê qirikê Gulê, em ketin axavtinê û min bavê Serdar ji bîra kir. [2652 demir_soregule] Ji rengê wî xuya ye ku pir li ber dikeve. [2653 demir_soregule] Min dixwest ku ez sersaxiyê bidimê. [2654 demir_soregule] Sozê bide min ku tu dê sibe bibêjî ku ez pir li ber ketime û bila li qusûra min nenere. [2655 demir_soregule] Bi xwedê şerm e ku nehat bîra min« got. [2656 demir_soregule] »Soz, ez ê bibêjim. [2657 demir_soregule] Bi rastî jî pir li ber dikeve. [2658 demir_soregule] Lê wê negotina te nabe ber dilê xwe... ew ne wilo ye«. [2659 demir_soregule] »Na, na.. ne ji bo wilo, lê ji bo xweşiya dinyê. [2660 demir_soregule] Adetên me wilo ne xuşkê«. [2661 demir_soregule] Gava »baş e... soz, ez ê jê re bibêjim...« got, ketin deriyê malê. [2662 demir_soregule] Roja duşemê, Serdar, ew li dibistanê bir teref û »Gulê, em dilê xwe wilo xweş dikin, em xwe ji hevdu re hisab dikin, lê ma gelo wê bavê te, te wilo bi hêsanî bide min? [2663 demir_soregule] Tu zanî ku ez êdî sêwî û xizan im. [2664 demir_soregule] Ma tu bi xwe di vê derheqê de çi dibêjî« got. [2665 demir_soregule] Gulê hinekî ket şikê. [2666 demir_soregule] Ket erê nayekê. [2667 demir_soregule] Nema zanîbû bê ew hewcedarî ji ku derketibû. [2668 demir_soregule] Lê bi dû re xwe da ser hev û bi aramî got »welehî bavê min, bi min û te nizane, dêya min sergirtî dizane, lê nizane bê tu kî yî û lawê kê yî. [2669 demir_soregule] Lê heger mirov ji axavtinên bavê min ên di derheqa tiştên wilo de derxe, qet naxwaze ku yekî di rewşa te de bibe zavê wî. [2670 demir_soregule] Dixwaze ku keçên wî bigihijin dewlemend û halxweşan. [2671 demir_soregule] Lê dîsa jî mirov nizane. [2672 demir_soregule] De ka heta dor bê hatina te, wê derkeve. [2673 demir_soregule] Belkî dilovaniyê bike û razî bibe. [2674 demir_soregule] Lê tu di derheqa min bi xwe de, nekeve tu şikan. [2675 demir_soregule] Min, tu bi her awan divê. [2676 demir_soregule] Tu xizan bî, tu rût û tazî bî, tu çi bî min tu divê. [2677 demir_soregule] Min ahd ji xwedê re daye ku ez ê ji te pê ve serê xwe bi tu kesan re daneynim ser balîfekê. [2678 demir_soregule] Vêna wilo bizanibe canê min. [2679 demir_soregule] Bila dilê te safî be û pişta te rast be. [2680 demir_soregule] Û êdî vaye nêzîkî sê mehan bi ser çûna bavê te dikeve. [2681 demir_soregule] Ez dixwazim te hinekî geştir û xweştir bibînim. [2682 demir_soregule] Do, Sêvê jî, »bibêje Serdar bila hinekî zorê bide xwe û xwe geştir bike digot.« Rast dibêje. [2683 demir_soregule] Ez fêrî te û ku te geş bibînim bûbûm«. [2684 demir_soregule] Bêrîvanê û Cemîla, »dersê dest pê kiriye« gotin û ew bi xwe re birin. [2685 demir_soregule] Gulê, bi rê de, »em ne mecbûr in her tiştan bi a bavê min bikin« got. [2686 demir_soregule] Serdar serê xwe hejand û beşişî. [2687 demir_soregule] Gulê hêvî di dilê wî de bilind kirin. [2688 demir_soregule] Xwîn di bedena wî de keliya, hedan tê de tenik bû, lê hezkirina di dilê wî de qewîntir bû. [2689 demir_soregule] Xwest bi destê wê bigire û bi xwe re bibe malê. [2690 demir_soregule] Lê »na, tiştên wilo li gor adetan dibin. [2691 demir_soregule] Ez wilo nakim. [2692 demir_soregule] Lê wê bavê wê, wê nede min... ev yek kifş e... asoxî ez ê mecbûrê revandinê bibim« ji xwe re got. [2693 demir_soregule] Buhar çû, havîn hat. [2694 demir_soregule] Hîna berî ku dinya bi germa kamax bişewite, Sêvê giha Xalit. [2695 demir_soregule] Daweteke mezin ji bo wan geriya. [2696 demir_soregule] Serdar û Misto jî çûnê. [2697 demir_soregule] Rasthatiniyek çêbû û Serdar û Gulê ketin destên hevdu. [2698 demir_soregule] Misto ket destê Perîxanê. [2699 demir_soregule] Bêrîvanê ket destê Çeto. [2700 demir_soregule] Qîz û xort li hevdu digeriyan. [2701 demir_soregule] Dawet, bû daweta qîz û xortên nûhatî. [2702 demir_soregule] Sarê ji Qamîşlokê hat dawetê û dîsa vegeriya. [2703 demir_soregule] Wê ji wir hez dikir, wir mala wê bû, wir bi dilê wê bû. [2704 demir_soregule] Heger ji destê wê bihata, wê merev, dost û ezîzên ber dilê xwe hemû bibirana wir. [2705 demir_soregule] Wir bej bû, rût û germ bû, lê dîsa jî gelekî li ber dilê wê şêrîn û xweş bû. [2706 demir_soregule] Rast e, Qamîşlokê xweş e. [2707 demir_soregule] Lê Nisêbînê jî ne ji ber avê hatiye. [2708 demir_soregule] Xweşiyên wê jî pir in û cuda ne. [2709 demir_soregule] Berê bajarekî şîn û avî bû, lê ew jî niha wek Qamîşlokê nîv rût e, bi rojê şewitî ye û li pişt têlan dîl ketî ye. [2710 demir_soregule] Hew êdî serê çend daran, yek li vir û yek jî li dera han, di hewşan tenê de şîn dikin. [2711 demir_soregule] Şînkayî li ba avê maye, li jortirê bajêr maye. [2712 demir_soregule] Nema ne ew bi av û dar û bexçe ye, ne jî Qamîşlokê bi xan û qesirên bexçeşîn û derge ye. [2713 demir_soregule] Tiştê ku hatiye serê wan, cezayekî giran e. [2714 demir_soregule] Lê ev yek, evîndariya wan betal nake. [2715 demir_soregule] Dibêjin ku herdu bajar evîndarên hevdu ne. [2716 demir_soregule] Ji ber wê yekê jî Nisêbînê heta ber têlan e, bi şev û bi rojê li Qamîşlokê dinere. [2717 demir_soregule] Wek ku dixwaze wê himbêz bike û ji wir birevîne warê çiyan e. [2718 demir_soregule] Herdu bajar bi salan wilo bi hesret û kovan li hev dinerin. [2719 demir_soregule] Hesreta wan, hesreteke mezin û bêhedan e. [2720 demir_soregule] Êşeke pir giran e. [2721 demir_soregule] Ew êş û ew hesret, gava ku rûniştvanên herdu bajaran li hevdu par vedikin, diyar e hêsantir e, tê kişandin; sed û pêncî-dused hezar in; lê ji bo du mirovan tenê, pir giran e; qet nayê kişandin. [2722 demir_soregule] Lê heger ku hat û bû, heger ku hat serê du mirovan, wî çaxî du mirov dikarin misogerî wê yekê bibin. [2723 demir_soregule] Tiştên wilo hîna jî dikarin bibin. [2724 demir_soregule] Qamîşlokê jî wek Nisêbînê, heta ku jê hatiye, xwe ji xetê dûr nexistiye. [2725 demir_soregule] Di ber xeta bi têl û maîn re, ji rojhilat ber bi rojave de, li dirêjayî ava bûye û maye. [2726 demir_soregule] Têl û maîn ji hêla rojave ve tên heta rasta nava herdu bajaran, li wir îcar teqlike zalim didin xwe û du-sê kîlometroyan ber bi bakur de hildikişin û dû re dîsa rast berê xwe didin rojhilat, rast diçin û Qamîşlokê û Nisêbînê li wir dihêlin. [2727 demir_soregule] Qamîşlokê jî li gor wê çiva ku xetê daye xwe, bi jor de hilkişiyaye û şikil girtiye, Nisêbîna xwe bernedaye. [2728 demir_soregule] Sûka Qamîşlokê, pir mezin e û li dor hêla çem e. [2729 demir_soregule] Lê pirtirîn li rojavayê çem dikeve. [2730 demir_soregule] Ew der, bajarê kevn e. [2731 demir_soregule] Qesir û qusûr û bexçe li wir bûn. [2732 demir_soregule] Sûk û her babet dikan û kar li wir bû. [2733 demir_soregule] Du taxên mezin, li du hêlên bajêr, dû re ava bûne û bajar mezintir kirine. [2734 demir_soregule] Piştî herdu taxan, berê du gundên biçûk hebûn. [2735 demir_soregule] Lê îro her yek ji wan jî çend malên teref ên taxekê ne. [2736 demir_soregule] Ji xwe herdu tax jî, gava jîna bajarvaniyê ji a çiyan û gundan re bû alternatîf, ava bûne û herdu gund jî li ber xwe birine. [2737 demir_soregule] Gundiyên ku pêşeroja xwe di jîna bajarvaniyê de dîtine û ji gundên herdu rexan derketine, hatine li wir bi cî bûne; du taxên mezin ava kirine. [2738 demir_soregule] Mala Hisê Şemê (lê topa qîz û bûkên taxê »mala Sarê« dibêjin. [2739 demir_soregule] Sarê him îdol û him jî berbera wan e) li taxa aliyê rojhilatê çem e. [2740 demir_soregule] Ne pir teref e û ne jî li ser çem e. [2741 demir_soregule] Hukmê tîrekê ji çem û qederê kevirekî şivanan jî ji kuça mezin, a ku bajêr li dirêjayî dibire û dike du alî, dûr e. [2742 demir_soregule] Li bakurê kuçê, li hêla rojhilat û bakurê bajêr, li taxa Qudûr Begê ye. [2743 demir_soregule] Çaxê nû ava kiribûn, yek ji malên teref bû. [2744 demir_soregule] Lê dû re xelk ji çar aliyên welêt hatin û xanî li wir ava kirin, tax mezintir kirin û ew derbas kirin. [2745 demir_soregule] Niha di nava bajêr de tên hisabkirin. [2746 demir_soregule] Qesrên bilind li wir hatin avakirin, dikan û restaurant ketin wir û êdî bi her awayê xwe xuya ye ku taxeke bajêr a ave ye. [2747 demir_soregule] Sarê ji zû ve ye bi xwestina dilê xwe li wir e. [2748 demir_soregule] Ji halê xwe pir razî ye. [2749 demir_soregule] Mala wê û mêrê wê bi dilê wê ne. [2750 demir_soregule] Ne tazî ye, ne jî birçî ye û ne jî bi hewî ye. [2751 demir_soregule] Tiştekî ku êdî li Nisêbînê bike nemaye û dilê wê ne pê ve ye. [2752 demir_soregule] Wir ji zû ve ji bîra kiriye. [2753 demir_soregule] Hew dê û bavê wê û xuşk û birayên wê li wir mane. [2754 demir_soregule] Bi serlêdanên her ji çend salan, pir bextiyar dibe û besî wê ne. [2755 demir_soregule] Heger ne xwedê bixwaze, nêta wê ku rojekê dîsa vegere tune ye. [2756 demir_soregule] Li wir hew çêbûye; lê jîna wê heta mirinê li Qamîşlokê xuya ye. [2757 demir_soregule] Sarê, wek bûka malê, heta ku Seîdê tiyê wê bizewice û yeke din jî bibe bûka malê û şirîka wê, xwe xwediya malê tevî dibîne. [2758 demir_soregule] Xelk jî wilo dibêjin. [2759 demir_soregule] Sarê bi wê yekê serbilind e. [2760 demir_soregule] Û ne ku Sarê neheq e. [2761 demir_soregule] Xanî ê wan e, ne kirêdara tu kesan e. [2762 demir_soregule] Ev yek tenê hêja ye malê dinyê. [2763 demir_soregule] Hemû kes ne xwediyên xaniyekî ne. [2764 demir_soregule] Reben û belengazên bê cîh û bê war pir in. [2765 demir_soregule] Kirêdarî halekî gelekî nexweş e. [2766 demir_soregule] Ew bi xwe ne li mala bavê xwe û ne jî li ba mêrê xwe, tu caran wek kirêdar ne jiyaye, nayê bîra wê. [2767 demir_soregule] Lê dizane û dibîne bê kirêdarî çi kamaxî ye. [2768 demir_soregule] Ji ber ku ew ne di halekî wilo de ye, pir bextiyar e û her gavê şikiriya xwe tîne. [2769 demir_soregule] Hewşa wan ne pir mezin e. [2770 demir_soregule] Tu tiştekî tê de naçînin; hemû ji bo çûnê, hatinê û rûniştinê ye. [2771 demir_soregule] Lê dareke wan a tûyê heye. [2772 demir_soregule] Pelên wê mezin in û şîn wek kevzê ne. [2773 demir_soregule] Dareke tarî ye, hew serê çend şaxên terefan belawela ne; roj di wir tenê re dikare derbas bibe. [2774 demir_soregule] Subhanalah, tu dibê qey ne li wê beja xwedê, lê li newala Bûnisra di ber çemê Çax-Çex de ye. [2775 demir_soregule] Difûrê û şax jê dikişin çar aliyan. [2776 demir_soregule] Xezûrê Sarê, Hisê Şemê di wextê xwe de bi destê xwe çandibû. [2777 demir_soregule] Hima bibêjin di temenê xênî de ye. [2778 demir_soregule] Gihaye baş mezin bibe, ser hewşê tevî digire. [2779 demir_soregule] Hiso, îsal serê buharê, ji bo ku rohnî baştir bide hundûran, ji aliyê hewşê ve guliyekî baş mezin û çendikên biçûk di binî re birîn. [2780 demir_soregule] Lê aliyê din digihije heta ser kuçê. [2781 demir_soregule] Nîvê çûkên taxê tên li ser datînin. [2782 demir_soregule] Tûyeke delal e. [2783 demir_soregule] Gava ba nerm lê dixe û di nav re diherike, bi hezaran pelên mezin dilerizin, li hevdu dikevin û konsêreke dirêj di ber dengê çûkan re li dar dixin. [2784 demir_soregule] Heger mirov ji wî babetê muzîkê hez bike, konsêreke xweş e; li gor bê radibe û dadikeve. [2785 demir_soregule] Wek gava ku ew dengê delal ji mala cîranan, ya jî ji cîhekî dûrtir bê mirov e. [2786 demir_soregule] Mirov li gelek cîhan digerîne û gelek tiştan bibîr tîne. [2787 demir_soregule] Yek liban tûyên sipî lê dikevin, lê çûk li hevdu hiltînin, nagihin biweşin û hewşê bilewitînin. [2788 demir_soregule] Wilo baştir e. [2789 demir_soregule] Heger ne wilo bûya, diviyabû bibirin. [2790 demir_soregule] Tê gotin ku tû hewşan dilewitînin. [2791 demir_soregule] Lê tu serêşa wan bi xwe ji ber tûyan tune ye. [2792 demir_soregule] Berê, zelq bi ser wan de diketin. [2793 demir_soregule] Niha ew jî çareser kirine. [2794 demir_soregule] Rûyê du lihêfên kevn bi ser hevdu vekirine, di binya şaxên tûyê re raxistine û pê ve girêdane. [2795 demir_soregule] Zelqên ku dikevin, li ser wir dimînin. [2796 demir_soregule] Seîd bîra wî aqilî û wê hêsaniyê biribû. [2797 demir_soregule] Serê çar pênc salan wilo dikin. [2798 demir_soregule] Berê halê wan ne tu hal bû. [2799 demir_soregule] Hindik mabû ku Hiso wê dara delal di ber binî re bibire. [2800 demir_soregule] Xaniyê wan du beş in. [2801 demir_soregule] Du ode û hêwanek jê, ji rohilat ber bi rojava ve ne û berê wan li qublê ne. [2802 demir_soregule] Ew beş kevn e û bi kelpîçan e. [2803 demir_soregule] Her odekê çar metroyan fireh e û şeşan jî dirêj e. [2804 demir_soregule] Hêwan jî sê metroyan fireh e û bi qasî odan jî dirêj e. [2805 demir_soregule] Ew beş, hîna dema Hiso ciwan bû, zarokên wî hûr bûn, Ebû Ferîd dor du salî bû û Seîd tune bû, bi ked û xwêdana xwe avakiribû. [2806 demir_soregule] Bi oda aliyê rojhilat ve, ode û hêwaneke din jî heye û berê wê li rojava ye. [2807 demir_soregule] Ew dû re ave kirine û bi çemento û babetekî perekêtan e û hinekî bilindtir e. [2808 demir_soregule] Ji ser wir, di ber tûya mala Kamilê Remo re, nîvê minara camiya Mazilevdîn û serê hin malên Nisêbînê jî xuya dikin. [2809 demir_soregule] Piştî ku mala Şemê Sarê anîbûn, tê derdixistibûn ku cîhê wan teng e. [2810 demir_soregule] Wî çaxî rabûbûn ew der ji wê û Ebû Ferîd re lêkiribûn. [2811 demir_soregule] Lê hew çile û havînekê tenê tê de îdare kiribûn. [2812 demir_soregule] Di germê de germ bû û di sermê de jî, mixabin sar bû. [2813 demir_soregule] Ji ber wê yekê dîsa li oda kevn vegeriyabûn. [2814 demir_soregule] Ên bi kelpîçan ne wilo ne. [2815 demir_soregule] Niha dîsa li oda rojava radizin. [2816 demir_soregule] Hiso û Xanimê li oda din radizin. [2817 demir_soregule] Oda nû jî ji bo mêvanan û Seîd e. [2818 demir_soregule] Paceke mezin jê vedibe hewşê. [2819 demir_soregule] Yeke biçûk jî di aliyê kuçê de ye. [2820 demir_soregule] Hêwana nû, ji mêvanên ku bi rojê tên û diçin re xweş e, wan li wir bi ci dikin. [2821 demir_soregule] Di hewşê de, bi dîwarê ku di nav wan û mala Birkê Newalî de ye ve, tiştekî biçûk jî lêkirine; deriyekî baş mezin li ber e û li paca oda Sarê dinere. [2822 demir_soregule] Ew der jî aşxane û serşok e. [2823 demir_soregule] Dora wan bi xaniyan ave ye. [2824 demir_soregule] Li aliyê wan ê rojava, mala Birkê Newalî heye. [2825 demir_soregule] Birkê jî bi eslê xwe serxetî ye. [2826 demir_soregule] Zilfa jina wî dotmama wî ye û ew jî serxetî ye. [2827 demir_soregule] Piştî ku Hiso xaniyê xwe li wir ava kiribû bi çend salekî, ew jî hatibûn cîrantiya wan. [2828 demir_soregule] Mirovên sernerm û gotinxweş in. [2829 demir_soregule] Li pişt wan, mala Çolo heye, du jinên wî hene. [2830 demir_soregule] Newîla, a pêşî, wek xezalekê bû, lê dû re çûbû Nofa revandibû. [2831 demir_soregule] Dil ketibû Nofa, ji ber dilketina wê bûbû wek nexweşan. [2832 demir_soregule] Piştî ku Xidirê Omerî di dîlanekê de »ez nexweş bûm tayî bûm, ez çûm ba mele Ehmed, got tiştê ku qur`an û kitêb dibêjin, derman û melhem tunene, hew memikên Nofa derman in« gotibû, Çolo, xwe û dermanê xwe di klamê de dîtibû û çûbû Nofa revandibû. [2833 demir_soregule] Niha dêya du zarokan e. [2834 demir_soregule] Lê ew û Newîla qet li hevdu nakin, her rojê dawet li mala wan e. [2835 demir_soregule] Çolo jî dikeve nav wan û zarokên wan û hemûyan dide ser hev. [2836 demir_soregule] Wî çaxî, mala wan dibe wek gava ku rovî dikeve koxika mirîşkan. [2837 demir_soregule] Her yek ji aliyê xwe ve dike qîj-qîj û qaj-qaj. [2838 demir_soregule] Ew qet li hevdu nakin û Çolo jî pir li wan dixe. [2839 demir_soregule] Lê aliyê wan ê rojhilat, pişt ode û hêwana nû, hîna vala ye. [2840 demir_soregule] Berê wir, ji aliyê kuçê ve dor deh-pazdeh metroyan e, li dirêjayî jî dor bîst û pênc metroyan heye. [2841 demir_soregule] Sê aliyên wir ave ne. [2842 demir_soregule] Hêla kuçê tenê vekiriye. [2843 demir_soregule] Wir jî bi rêzeke dîwarê pirîkêtan hatiye pêçan û deriyekî text li ber e. [2844 demir_soregule] Berê çend darên zeytûnan û çendek jî ên hejîran di wir de hebûn. [2845 demir_soregule] Du devî û tûyek jî hebûn. [2846 demir_soregule] Niha deverin ji dîwêr hilweşiyane, qul tê de vebûne. [2847 demir_soregule] Derî jî baş hevdu berdaye. [2848 demir_soregule] Lê darên wir hemû hişk bûne, hew tû tenê şîn maye. [2849 demir_soregule] Berê dema wir baştir parastîbû û darên têde şînbûn, dêlikek carê dihat li wir diteliqî û cewrikên xwe mezin dikirin. [2850 demir_soregule] Lê ew jî nema tê, xwedê dizanê li deverinan miriye, ya jî li nav maînan cîhekî baştir diye. [2851 demir_soregule] Ew der wilo bêxwedî maye. [2852 demir_soregule] Camêrekî ji zû ve ew dera han ji bo ku ava bike kirîbû, lê heta roja îro ava nekiriye; diyar e piştî ku kiriye, belan hatine serê wî. [2853 demir_soregule] Ji ber ku ji wî çaxî ve hew carekê tenê jî lê venegeriyaye. [2854 demir_soregule] Dema hatibû kirîbû, Hiso carekê ew dîtibû. [2855 demir_soregule] Jê re gotibû ku wê bê ava bike. [2856 demir_soregule] Lê hîna jî nehatiye û tu kes nizane bê camêr kî ye, li ku ye û ya jî çi hatiye serê wî. [2857 demir_soregule] Hew xelk dizanin ku ew der, ê yekî ye. [2858 demir_soregule] Bi sedema ku wir hîna nehatiye avakirin, ode û hêwana mala Şemê, a nû, havînan pir germ dibe. [2859 demir_soregule] Sibehan, heta ku roj diqulipe dahnê êvaran, ji wê devera vala ve li dîwêr dixe û disincirîne, dike wek dîwarê firnê. [2860 demir_soregule] Gava roj dibe dor nîro, li wê odê bazar bi germê re nabe. [2861 demir_soregule] Lê ew dara tûyê, nêzîkî dîwêr, rasta hewanê ye. [2862 demir_soregule] Ew hinekî alîkariya ku qet nebe hêwan ji derve ve bi rojê ne sincire, hêniktir bimîne, dike. [2863 demir_soregule] Sarê dêya du zarokan e; lawikek û keçikek. [2864 demir_soregule] Ferîd ê mezin e, heşt sal kirine û Nesrîn jî di heftan de ye. [2865 demir_soregule] Ebû Ferîdê mêrê wê, tu xwendina zêde nekiriye. [2866 demir_soregule] Ji ber wê yekê jî di wextê xwe de, tu karên ku him bikaribe pêşeroja xwe pê ve girêbide û him jî bikaribe bike, nedîtibûn. [2867 demir_soregule] Demekê kirîn û firotina li ser nigan dikir, lê niha dikaneke wî heye. [2868 demir_soregule] Malê biyanî difiroşe. [2869 demir_soregule] Bi munasebeta karê xwe gelek mirov ditine û gelek caran çûye Şamê û Helebê. [2870 demir_soregule] Du caran jî çûye heta Bêrûdê. [2871 demir_soregule] Ji aliyê din ve jî, du caran çûye Diyarbekirê û Entabê û carekê jî heta Stenbolê çûye. [2872 demir_soregule] Ev deh-dozdeh sal in ku wî karî dike. [2873 demir_soregule] Sarê, heta roja zewacê jî, hew carekê tenê Ebû Ferîd dîtibû. [2874 demir_soregule] Çaxê xwestinê bû. [2875 demir_soregule] Wî çaxî bi destê xwe kahwe çêkiribû û biribû ji xwazgîniyan re. [2876 demir_soregule] Ew jî wî çaxî di nav wan de bû. [2877 demir_soregule] Lê piştî birinê, hevdu hêdî hêdî nas kiribûn, bawerî dabûn hevdu û xweşiya jîna jin û mêrantiyê di nav wan de ave bûbû. [2878 demir_soregule] Hêdî hêdî dîtibû ku xortekî cirxweş û lihevhatî ye. [2879 demir_soregule] Ne dirêj û ne jî kin e. [2880 demir_soregule] Niha hinekî qelew bûye, hinekî kintir xuya ye, lê tu xisar di kinbûn û qelewbûna zilaman de tune ye. [2881 demir_soregule] Heta roja îro neketiye tu şikan û lê poşman nebûye. [2882 demir_soregule] Ji roja pêşî ve bi dilê wê ye û pê re dilgeş e. [2883 demir_soregule] Xwedê jî ev yek zû dîtibû û zarok dabûn wan. [2884 demir_soregule] Lê piştî herduyên pêşî, hîna tu yên din nedane wan. [2885 demir_soregule] Bêhna xwe li wan fireh kiriye. [2886 demir_soregule] Hin dibêjin ku »çil lê ketiye, ji ber vê yekê nema zarokan tîne.« Çaxê ku Nesrîn anîbû, çaxê heftikan, cîraneke wan jî zabû. [2887 demir_soregule] Du mal di nav wan de bûn. [2888 demir_soregule] Li gor ku tê gotin wî çaxî ji sersarî derzî bi hevdu neguhertibûn û dû re jî dengê wan çûbû hevdu. [2889 demir_soregule] Hin jî dibêjin ku »çavînî bûye«. [2890 demir_soregule] Lê ew û Xanimê bi xwe, »dan û nedana zarokan karê xwedê ye, gava ew bixwaze dide û çi gava ku nexwaze jî nade. [2891 demir_soregule] Heger derket ku çavînîbûn û çil e, herdu jî ne bêçare ne« dibêjin. [2892 demir_soregule] Carê gava Sarê karên malê xelas dike, tê li tenişta Xanima xesûya xwe rûdine û di derheqa hezar tiştan de diaxivin. [2893 demir_soregule] Di taxa wan de mêrê kê lê xistiye, kî zaye, kî bi xeyd û kî jî bi dilê xwe çûye mala bavê xwe, kî dermanan di xwe dide û keça kê ser rût û çîm tazî ye, dinya çiqasî buha bûye, rûn û şekir li dikana kê hene... her rojê ji nû ve lê vedigerin û ji nû ve ji hevdu re dibêjin. [2894 demir_soregule] Zahmetiya bê wê di derheqa çi de biaxivin, qet nabînin. [2895 demir_soregule] Hezar tişt li dinyayê dibin û li ser zimanan digerin. [2896 demir_soregule] Ew jî dibihîzin û ji hevdu re şirove dikin. [2897 demir_soregule] Firavînê bi hev re amade dikin. [2898 demir_soregule] Tu wextê zêde nagire. [2899 demir_soregule] Roja Sarê kincan naşo û tiştekî taybetî nake, karên wê yên rojane kifş in. [2900 demir_soregule] Her rojê wek hev in. [2901 demir_soregule] Danheva malê, şuştina firaxan û rêşkirina mal û hewşê. [2902 demir_soregule] Sarê ji karên wilo re dest sivik e; fêr bûye, dizane bê wê ji çi dest pê bike û çawa bike. [2903 demir_soregule] Piştî wê, îcar dor tê rûniştina bin tûyê. [2904 demir_soregule] Xweşiyeke bêhempa ye. [2905 demir_soregule] Ew wilo dizanin. [2906 demir_soregule] Rojên wan wek hev in. [2907 demir_soregule] Her li malê ne û karên malê dikin. [2908 demir_soregule] Hindik caran bi hevdu re derdikevin sûka bajêr. [2909 demir_soregule] Karên wan li bajêr dernakevin. [2910 demir_soregule] Rojên havînê wek hev in û ên çile jî wek hev in. [2911 demir_soregule] Havînê li bin tûyê rûdinin û diaxivin, çile jî li ber sobê rûdinin û diaxivin. [2912 demir_soregule] Rojên ku Sarê kincan dişo, Xanimê jî xwarineke sivik çêdike û bi qasî ku dikare malê dimalije. [2913 demir_soregule] Mal malijtin, a rastî berî ku Sarê di ber şuştina kincan keve dike, lê ew jî ji bo ku dilê xwe di cîh xe, rojên kincşuştinê xwe bi tiştikên hûr mûr dadixe. [2914 demir_soregule] Dixwaze bibîne bê çi li ku ye, çi ne li cîhê xwe ye, çi wenda bûye û ya jî şkestiye. [2915 demir_soregule] Lê Xanimê dîsa qusûrekê di malê de nabîne. [2916 demir_soregule] Sarê hêjayî pesindanê ye. [2917 demir_soregule] Bi bejina xwe dor sed û heftêyî dirêj heye. [2918 demir_soregule] Dagirtî ye, li ser xwe ye û hîna tu nexweşiyan rêya xwe tê de nedîtine. [2919 demir_soregule] Gava dimeşe, serê xwe bilind dike û bi bawerî dimeşe. [2920 demir_soregule] Wî çaxî cotê memikên wê û kêlekên wê dihejin û deng ji ber nigên wê tê, sawê dide dora xwe. [2921 demir_soregule] Hîna tu şopên tadahiya dinyê lê xuya nakin. [2922 demir_soregule] Dêya du zarokan e, lê hîna wek qîzeke bîst salî bi reng û xwê ye û hîna piçekî tenê jî ji forma bedena pîrekiya ciwan derneketiye. [2923 demir_soregule] Newqa wê zirav e, teniştên wê tije ne, nav milên wê hildayî ne û çîm dirêj e. [2924 demir_soregule] Memikên wê bilind in û wek goştê hemû derên wê step in, hîna tu derên wê sist nebûne. [2925 demir_soregule] Ji ber wê yekê jî zilamê ku ew dîtibe û dilê xwe nebijandibe wê, tune ye. [2926 demir_soregule] Lê Sarê, heta roja îro xwe hew li mêrê xwe ragirtiye, qet rê nedaye hinên din da bên û sînorên ku wê ji bo parastina pîrekiya xwe li dora xwe danîne, derbas bikin û xwe nêzîkî wê bikin. [2927 demir_soregule] Lê ew çi bike jî, bi çêkirina bedena xwe pîrekeke balkêş e. [2928 demir_soregule] Xelk xwe bi devê xwe tamsar nakin, lê di dilê xwe de tê nabuhurin. [2929 demir_soregule] Gava xelk serevdan didin serê jinên xwe, heger ku nas bin, bi giramgirî qala wê dikin û dibêjin »li minê, tu jî wek Sarê yî, Sarê hêja ye sedên wek te« û heger ku ne nasên wan ên ji nêzîk ve bin, dibêjin »ihimm... li minê bûka mala Şemê ye, bila ew tenê bibêje ez jin im û hew. [2930 demir_soregule] Em jî dilê xwe xweş dikin û dibêjin em bi jin in.« Ji ber wê yekê, dijminên wê jî ne hindik in. [2931 demir_soregule] Sarê, berî sêzdeh rojan ji Nisêbînê vegeriyabû. [2932 demir_soregule] Bîst rojan li wir mabû. [2933 demir_soregule] Gihabû ku bajêr tevî ji nû ve bibîne û gelek tiştan bibihîze. [2934 demir_soregule] Lê mala ku bûk tê de tunebin, xerabe ye. [2935 demir_soregule] Heta gava ku vegeriyabû, qiyametek kar li bendî wê ketibûn ser hevdu. [2936 demir_soregule] Lê Sarê kevaniyeke nedîtî ye. [2937 demir_soregule] Di rojekê duduyan de kiribûn û ji ber xwe derxistibûn. [2938 demir_soregule] Niha, karên malê dîsa hatine qeysa xwe. [2939 demir_soregule] Karên wê, dîsa hew karên rojane ne. [2940 demir_soregule] Rojeke germ bû. [2941 demir_soregule] Ji rojên din hinekî germtir bû. [2942 demir_soregule] Hewa giran û tîr bû. [2943 demir_soregule] Gava mirov bêhna xwe digirt û berdida, hewa dibû giraniyek û diçû ser kezeba mirov. [2944 demir_soregule] Wek ku hewa di nava mirov de dinepixî, hemû der digirtin. [2945 demir_soregule] Sênga mirov li dil û kezeba mirov teng dihat. [2946 demir_soregule] Xwêdan wek avê ji mirov diherikî. [2947 demir_soregule] Ji hêla Sahra Ereban ve bayekî germ hêdî hêdî dihat. [2948 demir_soregule] Dema li rûyê mirov dixist, wek ku agirek di ber bêvila mirov re bişemite li mirov dihat. [2949 demir_soregule] Wek ku ji nav êgir ya jî ji dojehê dihat û li rûyê mirov dixist. [2950 demir_soregule] Hewa hemû girik bû û bi mij bû. [2951 demir_soregule] Ewrekî qet-qetî girtibû ezmên û hêdî hêdî bi aliyê çiyan de diçû. [2952 demir_soregule] Gava diçû, diket hezar şiklan; pan dibû, dirêj dibû, di ser hevdu re diqulipt û diçû. [2953 demir_soregule] Lê dikir û nedikir, nikarîbû rojê bigire û veşêre. [2954 demir_soregule] Ji bo wilo tenik bû. [2955 demir_soregule] Ji xwe ku bigirta jî wê tu hênikayî neketiba hewê. [2956 demir_soregule] Gava roj derdiket, di nav ewran û mijê re agir berdida dinyê. [2957 demir_soregule] Tiştê ku ewran carê digirt jî, wek ku rojê li ba xwe hiltanî û dû re bi carekê re bi ser herdu bajaran de dirijand. [2958 demir_soregule] Gelo wê nîro çi bikira! [2959 demir_soregule] Sarê, piştî ku karên malê yên sivik kiribûn, hatibû li bin tûyê li tenişta xesûya xwe rûniştibû û dest bi tiştên ku hîna ne gihabû jê re bibêje kiribû û hêdî hêdî digot. [2960 demir_soregule] Sarê, hewş avreşandî kiribû û malijtibû. [2961 demir_soregule] Bêhna axê xweş kiribû, difûriya. [2962 demir_soregule] Dengê çûkan ji ser tûyê dihat. [2963 demir_soregule] Hinek nû ji çar aliyan dihatin ser tûyê, hinekan fira dawî didan xwe û diçûn nêçîra dahnê sibehê. [2964 demir_soregule] Li kuçê dengê zarokan dihat, bi fotbolê dilîstin. [2965 demir_soregule] »Goool«, dengê Ferîd bû. [2966 demir_soregule] Bi serbilindî guhê xwe da kurê xwe. [2967 demir_soregule] Wê bîstikê motorekî li nav wan xist û derbas bû. [2968 demir_soregule] Qijakek li ser tûya mala Kamilê Remo bû, deng jê qut nedibû, tax hemû bi xwe dihisand. [2969 demir_soregule] Sarê û Xanimê tenê li malê bûn. [2970 demir_soregule] Jê re bahsa Nisêbînê dikir. [2971 demir_soregule] Tiştên ku di bîst rojan de dîtibûn, bi gotinê xelas nedibûn. [2972 demir_soregule] Nisêbînê mezin bûbû, gihabû heta îpek ê. [2973 demir_soregule] Apartmanên li sûkê dihijtin ezmên. [2974 demir_soregule] Xelk ji çar aliyên welêt hatibûn û lê bi cîh bûbûn. [2975 demir_soregule] Hezar babet kar û şixul lê derketibûn, bi hezaran bêkar û xizan hatibûn li wir sitirîbûn. [2976 demir_soregule] Gelek gundiyên Xanimê jî li wir hebûn. [2977 demir_soregule] Sarê dixwest hemû tiştan jê re bibêje. [2978 demir_soregule] Tiştên di derheqa daweta Sêvê û mala wê ya nû de, di çend rojên pêşî de gotibûn. [2979 demir_soregule] Êdî dor hatibû tiştên din. [2980 demir_soregule] Sarê gelek tişt jê re digotin. [2981 demir_soregule] Bê ji nasan kî sax e, kî mirî ye, bê kî dewlemend bûye, kê qesrên bilind lêkirine û çend caran çûne hecê, bê kê keça kê ji lawê xwe re xwestiye, kî li sûka bajêr bûye xwedî dikan, hemû digotin. [2982 demir_soregule] Heft-heşt rojan hew qala tiştên wilo tenê kiribûn. [2983 demir_soregule] Tiştên ku nedihatin bîra wê, ya roja din dihatin bîra wê, ya jî gava Xanimê pirs jê dikirin, dihatin bîra wê û digotin. [2984 demir_soregule] Çi cara ku diçû Nisêbînê û vedigeriya, karê wê û Xanimê ev bû. [2985 demir_soregule] Ta jê re bi derziyê vedikir, tiştekî negotî nedihişt. [2986 demir_soregule] Xanimê jî pir bextiyar dibû. [2987 demir_soregule] Carê di navinan re, gava bêzariyê digirt bedena wê, bêyî ku gotina Sarê bibire »erêêê, erê dinyayê« digot û destê xwe yê rastê, wek ku ji ber êşeke xedar rahnê xwe bifirkîne, di ser re dibir û dianî. [2988 demir_soregule] Ne tenê gava Sarê qal dikir hêsanî û bêzarî herdu di ber hevdu re di bedena wê de peyde dibûn. [2989 demir_soregule] Kê qala serxetê bikira bi baldarî guhdarî dikir. [2990 demir_soregule] Karîbû sê rojan li ser hev li tiştên di derheqa serxetê de guhdarî bike. [2991 demir_soregule] Hezkirina wê ya ji bo jor, hezkirineke mezin bû. [2992 demir_soregule] Ne hezkirin tenê bû, hezkirin û hesret bi hev re bûn. [2993 demir_soregule] Malbata wê tevî ji Trîşêrînan bar kiribû binxetê, lê dilê wê bi wir ve mabû. [2994 demir_soregule] Birayekî wê li wir mabû, jê re Cimoyê Şêxo dihat gotin, ew jî berî bi çend salekî miribû. [2995 demir_soregule] Laloyê birayê wê, di ciwaniya xwe de bi êşa zirav miribû. [2996 demir_soregule] Çend zaroyên Cimo hebûn, lê ew û ew bi ser hevdu de nediçûn û nedihatin; şop ji ser hevdu wenda kiribûn. [2997 demir_soregule] Xanimê pir li ber wê yekê jî diket. [2998 demir_soregule] Sarê kul û kederên wê di hevdu rakiribûn. [2999 demir_soregule] Xanimê di nav wan de mabû. [3000 demir_soregule] Dîsa kir ku bibêje »erêê, erê« lê dengê wê di bin ê qijakê de wenda bû. [3001 demir_soregule] Hew lêvên wê dilebitîn. [3002 demir_soregule] Qijaka bêhnteng wê bîstikê hatibû û li ser tûya wan danîbû. [3003 demir_soregule] Dengê wê guhên mirov ker dikir. [3004 demir_soregule] Piştî çend dengan, dîsa da xwe û çû ser tûya mala Kamilê Remo. [3005 demir_soregule] Hewaleke wê hebû. [3006 demir_soregule] Lê piştî ne bi gelekî, dîsa hat. [3007 demir_soregule] Êdî hinek hedanî ketibû dengê wê. [3008 demir_soregule] Sarê her digot û Xanimê guhdar dikir. [3009 demir_soregule] Êdî bêzarî di bedena wê de giran bûbû, hêdî hêdî bi paş de, bi nav wext de vedigeriya. [3010 demir_soregule] Dû re ew bêzarî hêdî hêdî pirtir dibû û cîhê bextiyariyê jî digirt. [3011 demir_soregule] Hemû tiştên ku heta wê rojê li ser rêya jîna xwe dîtibûn û di jînê de bûbûn sedema bêzariya dilê wê û her babet qiriktahliya wê, dihatin bîra wê. [3012 demir_soregule] Raman lê kûr û giran dibûn, êdî tişt û bûyerên li dora xwe ji bîra dikirin, hew ên dema çûyî dihatin bîra wê. [3013 demir_soregule] Bûyer bi dû a din de, bi lez di ber çavên wê re diherikîn û diçûn. [3014 demir_soregule] Warê wê û çaxê xortaniya wê ji nû ve dihatin bîra wê. [3015 demir_soregule] Gava dêna xwe didayê, didît ku gelek tişt nema wek xwe ne, gelek tişt wenda kirine û gelek kesên ku pir ji wan hez dikir, îro êdî tune ne. [3016 demir_soregule] Hin bi destên dewletê, hin bi destên xelkê û hin jî bi emrê xwedê mirine. [3017 demir_soregule] Her carê, ev tiştên ku dixwest bibîr bîne, bi wî awayî, gava hin ji serxetê dihatin û jê re bahsa wir dikirin, dihatin bîra wê û dilê wê dihat givaştin, yek liban hêsir ji çavên wê digindirîn ser dev û lêvên wê yên kevnar û bi xemgînî keserên kûr vedidan. [3018 demir_soregule] Êşekê ew dixwar. [3019 demir_soregule] Dîsa wilo lê hatibû, dîsa li ser jor û emrê çûyî nexweş ketibû. [3020 demir_soregule] Carê »erê... erê, dinya xopan lê nehêja ye... wek do bû, lê dîsa jî pir zû çû« digot. [3021 demir_soregule] Wextekî dirêj ketibû nav wê rojê û wan demên ku dihatin bîra wê. [3022 demir_soregule] Gava ji nû ve li tiştên di derheqa serxetê de guhdarî dikir, baştir tê derdixist ku emir çûye, tiştekî ku lê hêja be nemaye. [3023 demir_soregule] Li ber diket û diêşiya. [3024 demir_soregule] Salan hemû tişt li ba xwe hiştibûn. [3025 demir_soregule] Xuya dibû ku poşmaniyeke xemgîn, rengekî cuda dide rûyê wê. [3026 demir_soregule] Çermê wê xavtir û sisttir bûbû, qermîçonkên rûyê wê kûrtir bûbûn û di navnan re lêvên wê biêş û xem dilerizîn. [3027 demir_soregule] Li ser rûyê wê xuya dibû ku extiyarî ji ber gelek sedeman ne xweş e û kereh e. [3028 demir_soregule] Xuya dibû ku extiyarî navê êşê, kerehiyê, bêgaviyê û di gelek hêlan de ê xizanketinê ye. [3029 demir_soregule] Extiyarî navê wendakirina gelek tiştan e. [3030 demir_soregule] Gelekan diêşîne û poşman dike. [3031 demir_soregule] Hin jê li ber malbata ku belawela bûye dikevin, hin jê li ber mal û milkên ku wenda kirine dikevin, hin jê li ber qeweta zend û bendên ku pola hûr dikirin dikevin, hin jê li ber spehîbûn û bejin û bala delal dikevin û hin jê jî li ber her babet xweşî û evîndariyên xwe dikevin. [3032 demir_soregule] Gelekên ku ji ber sedemên taybet tenê, bêbazar dixwazin her demê xort û zinde bimînin; naxwazin qermîçonkan di rûyê xwe de û porê sipî jî di serê xwe de bibînin, hene. [3033 demir_soregule] Hinên din jî tu tam û xweşiyê ji guhertinên ku di jînê de dibin, nakin. [3034 demir_soregule] Her babet xweşî û dilgeşî hêdî hêdî li paş dimînin, bi wan re nameşin û nayên. [3035 demir_soregule] Rojekê, tew dinerin ku çar aliyên wan hew bi bêzariyan rapêçayî ne. [3036 demir_soregule] Wê yekê wek xaîntiyekê li xwe dibînin. [3037 demir_soregule] Gerek ne wilo bi xaîntî bûya. [3038 demir_soregule] Çavên xortaniyê birijin ku di wext de rojên extiyariyê nabînin û rêya xwe ji ser naguherin. [3039 demir_soregule] Bêguman dûrketina ji warê zarokatî û xortaniyê jî sedema wendakirina gelek xweşiyên jînê ye. [3040 demir_soregule] Çîroka Xanimê dirêj e. [3041 demir_soregule] Coka jîna wê û a Hiso, di nav sextiyên jînê re çûbûn ser hev. [3042 demir_soregule] Ji ber wê yekê, çîroka jîna wî jî bûbû a wê bi xwe. [3043 demir_soregule] Çîrokeke dirêj û bi jan û êş bû. [3044 demir_soregule] Ew ji gundê Tirîşêrînan bû û Hiso ji Kelehka Şewitî bû! [3045 demir_soregule] Heta roja ku ew gihabûn hev jî, hevdu bi çavan nedîtibûn. [3046 demir_soregule] Lê dîsa jî herdu bûbûn para hevdu. [3047 demir_soregule] Hîna gava ew biçûk bûn, bavê wan wilo li hev kiribûn. [3048 demir_soregule] Hevalên hev ên nêçîra kewan bûn, gelekî ji hev hez dikirin. [3049 demir_soregule] Gotina ku ji hev re gotibûn, diviyabû biçe serî. [3050 demir_soregule] Hîna berî ku herdu bibin şirîkên jîna hev bi çend salekî, çend malên pismam ji gundekî çiyan, ji Kelehka Şewitî, bi malbatî xwînî bûbûn û li Qamîşlokê bi çîh bûbûn. [3051 demir_soregule] Malbat, bi navê Mala Devreşan dihat binavkirin. [3052 demir_soregule] Hiso ji wê malbatê, lawê Xelê Kewê bû. [3053 demir_soregule] Lê bi dû re ew nav li ba wî hatibû guhertin, bûbû Hisê Şemê. [3054 demir_soregule] Şemê dêya wî bû. [3055 demir_soregule] Pîreke jîr bû. [3056 demir_soregule] Nivînên bûk û zavan çêdikirin, pîriktiyeke baş dikir û qirik hiltanîn. [3057 demir_soregule] Ji ber wê yekê navê wê zû ket dewsa ê Kewê. [3058 demir_soregule] Ji xwe çûbûn îcar Xanima ku Kelehka bi meşê dor saetekê dûrî wan bû wek warekî dûr û xerîb zanîbû, piştî rabûna ji gund, anîbûn heta Qamîşloka di binê beriyan de. [3059 demir_soregule] Zewaca wê, zewaceke bê dilê wê bû. [3060 demir_soregule] Ketibû nav xizaniyê. [3061 demir_soregule] Xela bi ser xizaniya wan de hatibû. [3062 demir_soregule] Lawek jê re çêbûbû û hîna sal nekiribû, miribû. [3063 demir_soregule] Bavê wê, piştî zewaca wê bi çend mehekî miribû û mirina wî ketibû stûyê wê. [3064 demir_soregule] Ji gunehê wê re miriye, nifir lê kirine dihat gotin. [3065 demir_soregule] Her çend salên pêşî, birayê wê yê mezin çûna ba wê li xwe heram kiribû. [3066 demir_soregule] Ew yek, kuleke din bû. [3067 demir_soregule] Heta ku Kewa keça wê jê re çêbû û bi dû re jî xwedê bi derengî Felemezê ku jê re Ebû Ferîd tê gotin dabûyê, ji nû ve dilê wê bi dinyê û ba Hiso xweş bûbû. [3068 demir_soregule] Ji xwe heta ku Seîd çêbûbû, tu bêdiliya wê nemabû. [3069 demir_soregule] Li Qamîşlokê ji malbatê tevî re neqediyabû. [3070 demir_soregule] Piştî hatinê bi çend salekî, hinan ji wan bar kiribûn Helebê û Şamê. [3071 demir_soregule] Lê li wir jî ji wan re neqediyabû. [3072 demir_soregule] Ji wir jî bar kiribûn Bêrûdê û hin jî vegeriyabûn serxetê, çûbûn Stenbolê. [3073 demir_soregule] Mala Kewê tenê li wir mabû. [3074 demir_soregule] Lê Xelo jî zû miribû û mal di stûyê Hiso de hiştibû. [3075 demir_soregule] Wî çaxî nû zewicîbû û hîna nû digiha karên giran. [3076 demir_soregule] Lê di nav Mala Devreşan de ê ku bi kêrî xwe hatibû, dîsa jî ew bû. [3077 demir_soregule] Xortekî xebatkar bû û bi dest û lepan şareze bû. [3078 demir_soregule] Bi bejin û bala xwe jî di nav sed zilaman de diket çavan û bi her awayan li gor çakûçê xwe bû. [3079 demir_soregule] Him bi desthilanîn bû û him jî karekî ku nikarîbû bikira tune bû. [3080 demir_soregule] Ji kişandina avê bigirin heta bi lêkirina dîwaran, paleyiyê û barkêşiya ser têlan dikir. [3081 demir_soregule] Carnan bi roj diçû paleyiyê û bi şev jî diçû ser têlan, diçû bar dikişandin. [3082 demir_soregule] Xelkê radihişt çewalekî, wî bi xwe dudu bi hevdu ve girêdidan û radihişt wan. [3083 demir_soregule] Yekî din jî wek wî hebû. [3084 demir_soregule] Ew hinekî jê ciwantir bû. [3085 demir_soregule] Jê re Elî digotin, ji Midyadê bû, lê mala wî li Nisêbînê bû. [3086 demir_soregule] Tu kesan nizanîbû bê lawê kê bû û ji kê bû. [3087 demir_soregule] Gava mereqdaran jê dipirsîn, »ez cinnî me« digot û gotin kin dibirî. [3088 demir_soregule] Xelkê gotin di ber Elî re nediajot. [3089 demir_soregule] Lê hewcedariya wan bi hev hebû. [3090 demir_soregule] Hevdu baştir nas kiribûn û bûbûn destbirakên hevdu. [3091 demir_soregule] Bi ser hevdu de çûbûn û hatibûn û dostanî bi hevdu re kûrtir kiribûn. [3092 demir_soregule] Gava li sûkan di ber hev re dimeşiyan, hemû kesan li wan dinerî. [3093 demir_soregule] Sûk ji ber wan diqelişî û vedibû. [3094 demir_soregule] Dilê xelkê pir dibijiya wan û saw ji wan digirtin. [3095 demir_soregule] Gava di ber hev re dimeşiyan, karîbûn bi sawa ku didan dora xwe, kezeba şêran di sênga wan de biqetînin û wan ji desthilanînê de bixin. [3096 demir_soregule] Zilam nedihatin milên wan. [3097 demir_soregule] Di zikê xelkê de ku herdu birayên hev in. [3098 demir_soregule] Dostaniya xwe domandibûn û her ku çûbû kûrtir kiribûn. [3099 demir_soregule] Êdî îro ne dost tenê bûn. [3100 demir_soregule] Êdî merevên hevdu bûn, zarokên wan ji hevdu hebûn û malbatek bûn. [3101 demir_soregule] Sarê, keça wî Elî ye. [3102 demir_soregule] Hiso, malbat bi sextiyên pir mezin ji wan çaxan anîbû. [3103 demir_soregule] Xanimê, êşên jînê hemû pê re kişandibûn. [3104 demir_soregule] Dihatin bîra wê. [3105 demir_soregule] Xaîz bûbû û him kûr di wan tiştan difikirî û him jî bêdeng li Sarê guhdarî dikir. [3106 demir_soregule] Xwe fêr kiribû, him karîbû bi dilekî şkestî di bêzariyên çûyî birame û him jî li tiştên di derheqa serxetê de guhdar bike. [3107 demir_soregule] Hîna ji guhdarkirina gotinên Sarê têr nebûbû. [3108 demir_soregule] Hîna li bendî gelek tiştên ku wê jê re bigotina bû. [3109 demir_soregule] Lê Sarê, ji nifşkê ve bêdeng bû û ma; tiştên ku karibûn bigotina hemû ji hişê wê çûn, lêdana dilê wê hinekî xurttir bû, rengê wê hinekî hatibû guhertin û ziq li Xanimê dinerî. [3110 demir_soregule] Gava Sarê gotina xwe birî, xewna xeyala Xanimê, wek ewrekî ku bi ber bayekî xurt bikeve, ji ber çavên wê wenda bû û çû. [3111 demir_soregule] Veciniqî. [3112 demir_soregule] Wek ku bibêje »ma tu çima nema dibêjî« bi awayekî dilşkestî serê xwe hilda û lê nerî. [3113 demir_soregule] Bi nerîna xwe re, tê derxist ku tiştin di bin zimanê Sarê de hene û jê re nabêje. [3114 demir_soregule] Sarê hin şikên sivik li xwe peyde kiribûn. [3115 demir_soregule] Hinekî di erê nayê de bû. [3116 demir_soregule] Lê bi dû re, ne pir bi derengî biryara xwe da: »tu xeter di gotinê de tune ye, xesûya min cirxweş e. [3117 demir_soregule] Ya wê kêfxweş bibe û ya jî wê bibêje, na keça min, ev yek nabe« ji xwe re got û bê dilê xwe bala xwe da qijaka ku ji sibêhê de şîq-şîqa wê bû. [3118 demir_soregule] Wê gotina wê di bin dengê wê de wenda bûba. [3119 demir_soregule] Guh diqelaştin. [3120 demir_soregule] Li ser şaxekî bilind danîbû. [3121 demir_soregule] Çûkan xwe du metroyan nêzîkî wê nedikiriin. [3122 demir_soregule] Newêrîbûn. [3123 demir_soregule] Gava çavên wê bi wan diketin, xwe li wan xwar dikir û bi wan ve diqedimî. [3124 demir_soregule] Çûkên reben jê ditirsiyan û difiriyan. [3125 demir_soregule] Carnan di ber xwe de dikirin çîz-çîz û gazin dikirin, lê qijaka bêhnteng tu deng nedibirin xwe û nedihedinî. [3126 demir_soregule] Li kûçê, her ji bîstikekê dengê motorekî di-hat û zû li kuçê difitilî. [3127 demir_soregule] Carnan pîkap jî diçûn û dihatin. [3128 demir_soregule] Dengên zarokan li kuçê kêm bûbû, êdî dinya germ bû, hew carnan dihat. [3129 demir_soregule] Kifş bû ku ji deverinan diçûn deverin din. [3130 demir_soregule] Ne ku li kuçan dilîstin. [3131 demir_soregule] Ew jî rêwî bûn. [3132 demir_soregule] Germê, kuçe ji xwe re vala dikirin. [3133 demir_soregule] Berî ku Xanimê bipirse, Sarê dest pê kir û gotina xwe got. [3134 demir_soregule] »Jinapê, ez dixwazin tiştekî ji te re bibêjim, lê heger ku bi aqilê te nekeve, ji tu kesan re nebêje. [3135 demir_soregule] Tu wek dêya min î; ez tu xeletiyê tê de nabînim û ji ber wilo ez dikarim ji te re bibêjim.« [3136 demir_soregule] »Çi ye keça min? [3137 demir_soregule] Xwedê xêr bike. [3138 demir_soregule] Ma qey tiştin nexêrê yên ku bûne û te heta niha ji min veşartine hene«. [3139 demir_soregule] »Na, tiştin nebûne. [3140 demir_soregule] Ez dixwazim tiştekî din ji te re bibêjim.« [3141 demir_soregule] »De ka bibêje bê çi ye, keça min!« [3142 demir_soregule] »Seîd xortekî baş e û tu dizanî ku ez wek birê xwe jê hez dikim...« [3143 demir_soregule] »Ez dizanim keça min... Ma qey dilê te hiştiye keça min? [3144 demir_soregule] Heta bê malê ez ê...« [3145 demir_soregule] »Na jinapê, na. [3146 demir_soregule] Dilê min nehiştiye. [3147 demir_soregule] Ez pir jê razî me û pir ji min re baş e...« [3148 demir_soregule] »Ma nexwe çi bûye?« [3149 demir_soregule] »Tu tişt nebûne. [3150 demir_soregule] Di nav min û te de, ez dixwazim tiştekî xêr ji te re bibêjim. [3151 demir_soregule] Seîd dibistan qedandiye û di wextê xwe de ye. [3152 demir_soregule] Tu dizanî ku xuşkeke min hebû. [3153 demir_soregule] Cara dawî gava te ew dîtibû, hîna zarok bû. [3154 demir_soregule] Min jî ji zû ve nedîtibû. [3155 demir_soregule] Min vê carê dît ku gihaye, bûye wek çinarekê. [3156 demir_soregule] Pir spehî ye. [3157 demir_soregule] Gava min dît, Seîd ket bîra min. [3158 demir_soregule] Min xwest ez te pê bihisînim. [3159 demir_soregule] Heger ku tu rast bibînî, ez dixwazim ku keçeke wilo spehî ji wî re be.« [3160 demir_soregule] Kul û kovavên ser dilê Xanimê di xewnê de man. [3161 demir_soregule] Ricfa ku dabû bedena wê, lê sist bû. [3162 demir_soregule] Xwîn û xweşî di bedena wê de geriyan. [3163 demir_soregule] Zewaca Seîd hat ber çavên wê. [3164 demir_soregule] Ji bêzariyan zû azad bû û »ma tu qala Gulê dikî! [3165 demir_soregule] Ma wilo mezin bûye? [3166 demir_soregule] Niha çend salî ye?« got. [3167 demir_soregule] »Şazdeh sal kirine. [3168 demir_soregule] Ketiye huvdehan.« [3169 demir_soregule] »Maşele. [3170 demir_soregule] Keçik çi zû mezin dibin. [3171 demir_soregule] Tê bîra min... hîna gava biçûk bû jî gelekî spehî bû, wek sêveke xelatî bû« [3172 demir_soregule] »Ne tu nizanî jinapê, bê çiqasî spehî bûye. [3173 demir_soregule] Wek hîvê ye... mirov fedî dike lê binere. [3174 demir_soregule] Û bi bejina xwe jî wek min e... û êdî wextê Seîd e.« [3175 demir_soregule] »Welehî xebera te ye keça min... wextê wî ye... tu baş dibêjî... madem tu wilo baş dibînî, wê wilo baş be. [3176 demir_soregule] Ma te li ber guhên dê û bavê xwe xistiye?« [3177 demir_soregule] »Na weleh, ez nû ji te re dibêjim. [3178 demir_soregule] Min newêrîbû... karibûn bixeyidin û bibêjin, tu dikî bi xwe ji xuşka xwe re mêran bibînî. [3179 demir_soregule] Min newêrîbû.« [3180 demir_soregule] »Heqê te heye keça min, wilo ye« Xanimê got û hinekî li ber xwe nerî û dû re gotina xwe domand: »Keça min welehî wextê Seîd e, lê bi a me nake! [3181 demir_soregule] Ma ka em ê çawa bikin, keça min? [3182 demir_soregule] Xortên vê heyamê hew bi a xwe tenê dikin... tu dibê qey wê bizinan bikirin; heta ku nebînin nayên ber tu bazaran. [3183 demir_soregule] Hezar caran gotiye a ku ez bînim, divê ez wê nasbikim ya jî ez baş bibînim. [3184 demir_soregule] Fedîbûn ji dinyê rakirine. [3185 demir_soregule] Tu nemaye ew bi xwe herin ji xwe re jinan bixwazin. [3186 demir_soregule] Ax!.. em ê hîna çi bibînin û çi nebînin! [3187 demir_soregule] Divê hevdu bibînin. [3188 demir_soregule] Heger Seîd wê nebîne, dinya hemû lê bibe yek jî, ew ê neke û xwe nede ber tu bazaran.« [3189 demir_soregule] »Wilo ye jinapê, hew bi a xwe tenê dikin. [3190 demir_soregule] Bav nema karin bavitiya xwe bikin. [3191 demir_soregule] Nema karin sozekê di derheqa keça xwe de, ya jî li ser navê lawê xwe bidin camêrekî. [3192 demir_soregule] Dû re, na, min navê, dibêjin û bavê xwe fedîkar derdixin.« [3193 demir_soregule] Gava Sarê wilo got, Xanimê çavên xwe qijilandin û ma. [3194 demir_soregule] Kirina wê bi xwe hat bîra wê. [3195 demir_soregule] Zû di ber çavên wê re şemitî. [3196 demir_soregule] »Lê a min ne wilo bû... min hew nedixwest ez ji Trîşêrînan herim... min ji xerîbiyê hez nedikir... lê ên niha, dibêjin divê em hevdu bibînin« di dilê xwe de ji xwe re digot û tu şaşî di kirina xwe de nedîtin. [3197 demir_soregule] Dû re, »na, keça min, na heram be, tu kes nema wêre sozekê bide. [3198 demir_soregule] Nizanim bê em ê çawa bikin û çilo ê me razî bikin!« [3199 demir_soregule] »Min sûretekî wê bi xwe re aniye, ez ê şanî wî bikim. [3200 demir_soregule] Heger mala bavê min zanîbûna ku ez ê wilo bikim, tu sûret nedidan min.« [3201 demir_soregule] »Welehî ev baş e! [3202 demir_soregule] De ka heta bê malê, ez ê di nav xwe û wî de bibêjim. [3203 demir_soregule] Ka bê çi dibêje. [3204 demir_soregule] Lê ka sûret werîn ez bibînim bê çawa ye.« [3205 demir_soregule] Sarê bi lez rabû ser xwe, çû hundur û bi wê lezê jî vegeriya. [3206 demir_soregule] Bi rê de li sûret dinerî û ji xwe bi xwe re dipesinand. [3207 demir_soregule] »Xwedê bisitirîne, wek hîvê ye«. [3208 demir_soregule] Bi serbilindî da destê wê û »wek hîvekê ye« got. [3209 demir_soregule] Sûretekî wek destekî mezin bû û ji newqê ve bû. [3210 demir_soregule] Spehîbûna wê hemû eşkere bû. [3211 demir_soregule] Xanimê ji destê wê girt û nezîkî çavên xwe kir, xwe bi ser de xûz kir û ne bi derengî di derheqa spehîbûna wê de biryara xwe da û got »maşele wek xezalekê ye. [3212 demir_soregule] Xwedê bisitirîne pir spehî xuyaye. [3213 demir_soregule] Ma qey xort li serxetê qeliyane? [3214 demir_soregule] Ev kezîzer çawa heta niha hiştine?« [3215 demir_soregule] »Nizanim jinapê! [3216 demir_soregule] Dema min dît, ez jî ecêbmayî mam. [3217 demir_soregule] Çawa heta niha tu kes nehatine û ew nebirine. [3218 demir_soregule] Min pirsî, bê ma tu kesan nexwestiye! [3219 demir_soregule] »Weleh xelk tên dixwazin lê tu kesan nake, `ez ê dibistanê bixwînim` dibêje« gotin. [3220 demir_soregule] A rastî ên ku hatibûn xwestibûn, ne bi dilê bavê min jî bûn. [3221 demir_soregule] Ji ber vê yekê heta niha maye. [3222 demir_soregule] Lê digotin ku yekî din heye, wê wî bike, lê wê bavê min nede wan, him feqîr in û him jî çiyayî ne. [3223 demir_soregule] Ez nizanim bê kî ne, lê digotin ku hîna nehatine nexwestine. [3224 demir_soregule] Lê heger bên jî, li gor ku dêya min digot, bavê min li darê dinyê nade ên wilo.« [3225 demir_soregule] »De ka bila Seîd bê malê, ez ê jê re bibêjim. [3226 demir_soregule] Ez ê li ser vê yekê bisekinim. [3227 demir_soregule] Lê divê em niha amadekariya firavînê bikin, keça min. [3228 demir_soregule] Em ê dereng bimînin.« [3229 demir_soregule] Sarê, bêyî ku tu zexeliyan bike »baş e jinapê, ez ê destên xwe sivik bigirim. [3230 demir_soregule] Niha!« got û bi sivikbûna gîskekê nig dan ber xwe û rabû û got, »lê tu ji tu kesên din re nabêjî ku min li ber guhên te xistiye, ne jinapê?« [3231 demir_soregule] »Na keça min! [3232 demir_soregule] Ma ez ê herim ji kê re bibêjim! [3233 demir_soregule] Bila dilê te safî be«. [3234 demir_soregule] Sarê pişta xwe da Xanimê û çû aşxanê. [3235 demir_soregule] Ji ber serketina kirina xwe dilgeş bû. [3236 demir_soregule] Dilgeşî di dilê wê de dibû gotinên xweş û ji wê bi xwe re dihatin gotin. [3237 demir_soregule] Dilgeşiya wê li ser dev û lêvên wê xuya dibû. [3238 demir_soregule] Ji kêfan destên wê wek ên Chaplîn dixebitîn û xwarin amade dikir. [3239 demir_soregule] Pêşniyara wê bi serê xesûya wê ketibû û wê bikira ku bibe. [3240 demir_soregule] Ji xwe heger ku wê dil bikira, hew dima Seîd tenê. [3241 demir_soregule] Heger Seîd qaîl bûba, Ebû Ferîd jî qaîl dibû. [3242 demir_soregule] Wî çaxî tu tiştekî ku Hiso bigota tunebû. [3243 demir_soregule] Ji xwe Hiso di wê derheqê de bi piranî wek pîra xwe û ên din dikir. [3244 demir_soregule] Gelek caran dema qala tiştên wilo dibûn, »hûn li hev bikin, ez jî bi we re me« digot. [3245 demir_soregule] Ji zû ve ye xwe nema tev li karên dinyayê dikir. [3246 demir_soregule] Lawên wî mezin bûbûn, êdî dora wan bû. [3247 demir_soregule] Baweriya xwe anîbû ku êdî tu vatiniyên wî li vê dinyê nemabûn. [3248 demir_soregule] Wilo ji bo xwe rast didît û wilo dikir. [3249 demir_soregule] Lê dîsa jî diviyabû wek bav, di derheqa zewaca Seîd de gotina dawî bigota. [3250 demir_soregule] Lê Sarê bi hêvî bû. [3251 demir_soregule] »Ma wê çima nebe, sedema ku nebe çi ye« ji xwe re digot. [3252 demir_soregule] Bûna wî tiştî ji bo Sarê sedema bextiyariyeke mezin bû. [3253 demir_soregule] Ew bi xwe ji jîna xwe û mala xwe xweş bû. [3254 demir_soregule] Xwedê ji min re »li hevdu aniye, ez li ba mêrekî baş sitirî me. [3255 demir_soregule] Ma heger ez jî wek Newîla cîrana me bûbûma para yekî zalim, hewî bianîba ser min, min ê çawa bikira! [3256 demir_soregule] Na, xwedê neke gidî. [3257 demir_soregule] Her roja xwedê ku heye, mêrê wê lêdixe! [3258 demir_soregule] Heta niha du diranên wê şkandine. [3259 demir_soregule] Na gidî na, xwedê mirov bisitirîne! [3260 demir_soregule] Ebû Ferîd wek berxikekî cirxweş e. [3261 demir_soregule] Mala Şemê hemû wilo ne. [3262 demir_soregule] Ez xenê bûme. [3263 demir_soregule] Wê Gulê jî xenê bibê, wê ew jî wek min bisitir e« ji xwe re digot. [3264 demir_soregule] Ne ku ev tişt ne rast in. [3265 demir_soregule] Mala Hiso maleke baş in. [3266 demir_soregule] Xerabiya xelkê nakin û tu tiştên wan û tu kesan diber hevdu de nema ne. [3267 demir_soregule] Tiştên kevn çûne hatine jibîrakirin. [3268 demir_soregule] Ji xwe xelkê ji berê de zanîbûn ku mala Kewê dûrî xerabiyan in. [3269 demir_soregule] Lê a ku pir girîng e, ku Sarê bi xwe gelekî ji wan razî ye. [3270 demir_soregule] »Cirxweş in, ne diz û xeberok û pevçûnkir in, li mirov naxin. [3271 demir_soregule] Seîd xwendiye jî, cirxweş û bedew e. [3272 demir_soregule] Xortekî li hevdu ye, ne kin e û ne jî dirêj e. [3273 demir_soregule] Ma wê Gulê yekî wilo ji ku peyda bike. [3274 demir_soregule] Avakirina tiştekî wilo, xêr e. [3275 demir_soregule] Wek ku mirov sê caran here hecê ye. [3276 demir_soregule] Ne pir qîzên bavan vê demê li ba mêran disitirin. [3277 demir_soregule] Vê demê gelek bi qeweta perên xwe, baş û qure xuyane; zahr xweş û gotin şêrîn in, lê dû re bêbav derdikevin. [3278 demir_soregule] Xwedê tu kesên wilo bi ser Gulê veneke. [3279 demir_soregule] Lê ma mirov ji ku dizane. [3280 demir_soregule] Mirov nikare ji dilê xelkê bixwîne, mirov nizane. [3281 demir_soregule] Na, na gidî na! [3282 demir_soregule] Tu kes ji Seîd ne çêtir e. [3283 demir_soregule] Wê her roj li ba min be. [3284 demir_soregule] Bila ew û Seîd di oda nû kevin, herduyên din besî me yên din in« digot. [3285 demir_soregule] Sarê zû bi tiştên ji bo firavînê, ji aşxanê derket û dîsa hat bin tûyê ba xesûya xwe. [3286 demir_soregule] Hîna berî ku Sarê rûnê, Xanimê pirsek pê ve gihand:«Sarê, keça min heger tu nebî ber dilê xwe, ez ê tiştekî din ji te bipirsim«. [3287 demir_soregule] Sarê ji Gulê û spêhîbûna wê piştrast bû. [3288 demir_soregule] »Ka bibêje jinapê. [3289 demir_soregule] Ma wê çima dilê min bimîne, tu jî wek dêya min î!« [3290 demir_soregule] »Xwedê bike ku dêya te tu êşan li dinyê nebîne û sed salan bike. [3291 demir_soregule] Keça min, mala bavê te maleke baş in, di limêj û rojiya xwe de ne û ji xwe fedî ne. [3292 demir_soregule] Keça min, lê mirov dîsa jî nizane. [3293 demir_soregule] Qîzên ku diçin dibistanan ne wek min û te ne. [3294 demir_soregule] Ne servekirî û çîmrût e ne?« [3295 demir_soregule] »Na jinapê, xwedê mirov bisitirîne. [3296 demir_soregule] Bavê min tiştekî wilo li darê dinyayê qebûl nake, ji xwe fedî dike. [3297 demir_soregule] Em hemû sergirtî bûn. [3298 demir_soregule] Ew jî sergirtî ye. [3299 demir_soregule] Lê ji ber ku diçe dibistanê nikare fîstanan li xwe bike, şal li xwe dike û li wir servekirî ye. [3300 demir_soregule] Divê wilo li xwe bikin; fîstanên dirêj qebûl nakin. [3301 demir_soregule] Lê li malê... na gidî... bila dilê te di cîh de be, wek min û te ye.« [3302 demir_soregule] »Keça min, ez bi dê û bavê te bawer im, lê hindik qîzên bavan nixumandî mane. [3303 demir_soregule] Ji ber vê yekê mirov piştkul e. [3304 demir_soregule] Dema ez pîrekan wilo servekirî û çîmrût dibînim, aqil di serê min de namîne. [3305 demir_soregule] Em gihane çi heyaman. [3306 demir_soregule] Xwedêyo tu gunehên me efû bikî! [3307 demir_soregule] Hin heta jora kabokên xwe berdidin û derdikevin sûkê. [3308 demir_soregule] Heger xwedê rojekê êgir jî bi ser me de bibarîne, ne pir ecêb e«. [3309 demir_soregule] »Xebera te ye jinapê. [3310 demir_soregule] Hetîketî ye. [3311 demir_soregule] Şikir, tu kes ji me wilo tune ne. [3312 demir_soregule] Welehî ez û Ebû Ferîd helalên hevdu ne, lê dema ku carnan bêhemdê min piçikekî ji çîmên min dibîne, ez fedî dikim. [3313 demir_soregule] Îcare xelk çîmên xwe pêş zilamên bajêr hemûyan dikin. [3314 demir_soregule] Çawa dikarin wilo bikin, ez nizanim. [3315 demir_soregule] Serê min jêbikin jî, ez bi xwe nikarim wilo bikim.« got û rabû dîsa çû aşxanê. [3316 demir_soregule] Xanimê dilê xwe kiribû cîh. [3317 demir_soregule] Gotinên Sarê ketibûn serê wê. [3318 demir_soregule] Gulê, a ku jê re bibe bûk bû. [3319 demir_soregule] Dilê xwe xweş dikir û ji xwe bi xwe re »keçeke nasan hêja ye deh keçên xerîban. [3320 demir_soregule] Ev deh sal in ku Sarê bûka me ye, lê hîna rojekê tenê jî serê me ji ber nizm nebûye. [3321 demir_soregule] Xwedê wê ji çavan bisitirîne, wek kihêlekê ye, wek desmaleke ser destan e. [3322 demir_soregule] Bê çawa em jê razî ne, xwedê jî wilo jê razî be. [3323 demir_soregule] Îcar yeke din jî wek wê bi ser me vebe, ez bimirim jî êdî nema xema min e. [3324 demir_soregule] Wilo sernerm, cirxweş û binamûs e. [3325 demir_soregule] Heger ku deh lawên min hebûna, min ê deh bûkên wek wê di mala xwe xistina. [3326 demir_soregule] Gulê jî edeba xwe ji dê û bavê ku Sarê mezin kirine girtiye. [3327 demir_soregule] Ma ka zilamên wek Hecî Elî û hermeteke wek Stiya kevaniya wî. [3328 demir_soregule] Xwedêyo... tu mezin î, tu a baş dizanî û tu her tiştan ava dikî. [3329 demir_soregule] Hebe nebe, te ev kirina ji xêrê kiriyê dilê Sarê û aniye ser zimanê wê. [3330 demir_soregule] Madem te wilo rast diye, em ê vê yekê jî wek her tiştên din bi kêfxweşî bi a te bikin. [3331 demir_soregule] Me her demê daye ser rêya ku te daye ber me. [3332 demir_soregule] Tu kerîm î, tu rehîm î, tu dibînî û xelata wilo didî me. [3333 demir_soregule] Şikir ji te re, ji mezinbûna te re, ji heqî û merdiya te re« digot. [3334 demir_soregule] Rojeke sêşemê, Gulê, Bêrîvanê, Cemîla û Perîxanê hevdu girtin û çûn barajê. [3335 demir_soregule] Gava Gulê û Stiyê, Sarê bi rê kiribûn Qamîşlokê, di vegerê de, li bajêr li Bêrîvanê rast hatibûn. [3336 demir_soregule] Wê û Gulê ji bo seyraneke wilo, wî çaxî li hevdu kiribûn. [3337 demir_soregule] Hîna berî ku germ bêhnê li dinyê biçikîne xwe gihandin nav daran. [3338 demir_soregule] Cîhê herî xweş ji xwe re girtin. [3339 demir_soregule] Piraniya barajê ji wir ji wan ve xuyabû. [3340 demir_soregule] Cîhekî hinekî bilind bû, nîv dikek bû, raserî hemû deveran bû. [3341 demir_soregule] Xwarin û ava sar ji bo navrojê û Coca Cola jî ji bo vexwarina kêfê bi xwe re biribûn. [3342 demir_soregule] Geh radibûn digeriyan û geh jî dihatin rûdiniştin. [3343 demir_soregule] Roja xwe wilo derbas dikirin. [3344 demir_soregule] Her ku roj diçû, hejmara xortan li dora wan pirtir dibû. [3345 demir_soregule] Bala Cemîla tenê li ser wan bû. [3346 demir_soregule] Carê awirên provakativ li ser xortan di-gerandin û bi wan re dibeşişî û ew sor dikirin. [3347 demir_soregule] Gava Perîxanê ji bo wê kirina wê bi gazindarî lê dinerî, awirên xwe ji ba wan dianîn ber xwe û hinekî sor dibû. [3348 demir_soregule] Li gor wê, nedibû ku li wir, li devereke ku ji hemû kesan ve xuya ye, li pêş çavên hemû kesan flortan bi xortên xelkê re bikin. [3349 demir_soregule] Xort, xort in, wek mêşan in, mirov çi bike jî ew tên. [3350 demir_soregule] Lê heger mirov hay ji xwe hebe, tu kes nikare mirov tawanbar bike. [3351 demir_soregule] Gulê, serê Misto di ser rêza çamên qusandî re dît. [3352 demir_soregule] Pê re rengê kêfxweşiyê li rûyê wê da der. [3353 demir_soregule] »Belkî ne tenê ye, her demê herdu bi hevdu re ne« di dilê xwe de got. [3354 demir_soregule] Misto çarçav dibû, xwe dihejand û dihat, dixwest hemû kesan bibîne. [3355 demir_soregule] Baraj tije bû. [3356 demir_soregule] Çi dara ku hebû, malbatek dudu li bin rûniştibûn. [3357 demir_soregule] Bêhna hezar babet xwarinan difûriya. [3358 demir_soregule] Dengê klamên cuda ji teypên xelkê bilind dibûn. [3359 demir_soregule] Li hêla jêr, li ber qeraxa çem, zarokeke pêçekê digiriya. [3360 demir_soregule] Yek caran dengê ordekan jî ji wir dihat. [3361 demir_soregule] Xort, dudu dudu, sê sê ketibûn destên hevdu, ji seriyekî diçûn heta seriyê din, li qîzan dinerîn û tolazî dikirin. [3362 demir_soregule] Pir li hêla Gulê û hevalên wê dinerîn. [3363 demir_soregule] Keriyekî zarokên dor şeş-heft salî hevdu girtibûn, li wê navê bi dû hevdu diketin û guh ker dikirin. [3364 demir_soregule] Xwe li bin çengên xortan dixistin û ew ji hevdu de dixistin. [3365 demir_soregule] Ji jor, ji ser daran, dengê babet babet çûkan diket guhan. [3366 demir_soregule] Zeloleyekî li ser darên wî aliyê din ê çem, xweş dixwend. [3367 demir_soregule] Dengê qijakan ji çar aliyan bi ser hemû dengan diketin. [3368 demir_soregule] Gava ba ji hêla başûr dihat, bêhna gulan û çaman bi xwe re dianî. [3369 demir_soregule] Lê bêhna avê û masiyan, giraniyeke cuda didan hewayê. [3370 demir_soregule] Ji hêla bakûr, ji ba xortên Cizîriyan bêhna araqê difûriya. [3371 demir_soregule] Ji wan bi wir de jî, xortên Dêrikiyan hebûn. [3372 demir_soregule] Ji bo ku wan û ên Cizîriyan disa pevçûn bikirana, ne pir mabû. [3373 demir_soregule] Awirên çavên Misto ji ên bazan tûjtir bûn. [3374 demir_soregule] Çavên wî qîzên ciwan û bedew ji hemû tiştên din zûtir didîtin. [3375 demir_soregule] Wî jî, hîna ji dûr ve Gulê û hevalên wê dîtin. [3376 demir_soregule] Hemû nas dikirin, hemû ên dibistanekê bûn. [3377 demir_soregule] Berê xwe rast da ba wan. [3378 demir_soregule] »Roj baş, gelî qîzan« got û xwe di nav Gulê û Perîxanê de berda ser kabokan. [3379 demir_soregule] »Roj baş, Misto, tu bi xêrê hatiye« lê vegerandin. [3380 demir_soregule] Misto, »dora we jî tije xort bûne, hûn dibînin« got û kenek bi ser de kir. [3381 demir_soregule] »Lê ew karê we ye, ma min çi jê ye! [3382 demir_soregule] Ez tî me, ka tiştekî vexwarinê bidin min gidî, welehî ez buhurtime«. [3383 demir_soregule] Perîxanê Coca Cola ji selika ba xwe derxist û bi giramgiriyeke ku qet pê nediket dirêjî wî kir. [3384 demir_soregule] Bû sedema ken û henekan. [3385 demir_soregule] Sohbeteke dilgeş li dar xistin. [3386 demir_soregule] Kenekî ji dil bi hev re kirin. [3387 demir_soregule] Piştî çixarakê, »tu çima îro tenê yî Misto« Gulê got. [3388 demir_soregule] »Serdar bi tevrikçiyan re çûye tevrikê, ew bûye Gandî, dixwaze bindest û belengazan azad bike. [3389 demir_soregule] Ji min re jî got »wer«, lê min got na ezbenî, ez nikarim bêm tevrik mevrikê, destên min diêşin, lê ez ji tiştên din re amade me« got û gulpa Cola a dawî vexwar û rabû ser xwe. [3390 demir_soregule] »Xêr ji bo min di we de tune ye, ez ê herim ji xwe re bigerim...« Hinekî keniya, destê xwe ber bi Gulê vekir û got »Gulê dildara hevalê min e, Bêrîvanê çavên xwe li malmezinan û dewlemendan digerîne û yekî wilo di çavê xwe rakiriye. [3391 demir_soregule] Heçê Perîxanê ye xwedêgiravî sozdara mixaletiyê xwe ye, lê me tu kesên ku mixaletiyên wê ne nedîne û Cemîla jî ji pêçekê ve destgirtiya pismamê xwe ye. [3392 demir_soregule] Na bavo na... ma ez li vir çi dikim? [3393 demir_soregule] Bêaqiliyan!.. spas ji bo Cola« got û ji ba wan da rê. [3394 demir_soregule] Gulê »ma tu ne birçî bû Misto, te tiştek nedixwar, xwarin jî li ba me heye« got. [3395 demir_soregule] Misto, di ser milê xwe re fitilî û got »na spas, ez ê silavên te bibêjim, roj baş«. [3396 demir_soregule] Him digot û him jî destê xwe dihejand û dimeşiya. [3397 demir_soregule] Çend gavên şaş avêtin, hindik mabû ku pêl du zarokan bike. [3398 demir_soregule] Gava xwe ji ser wan da alî, beroşa malika Cizîrî ket pêşiya wî. [3399 demir_soregule] Tiştek nebû, lê jinikê dîsa jî »we... hêdî hêdî yabo, feke ber nigên xwe, tu dê wê berûşa germ bi ser me dakî... tu dê me û zarîkên me bişewitînî« got. [3400 demir_soregule] Misto bi awirên poşmanan dîsa li pişt xwe nerî û kenekî ji mecbûrî kir. [3401 demir_soregule] Dît ku Perîxanê sênga xwe difirkîne û dikene. [3402 demir_soregule] Misto ji ber çavan wenda bû. [3403 demir_soregule] Qîz li cîhê xwe man. [3404 demir_soregule] Heta ber êvarê li wir man. [3405 demir_soregule] Seyraneke xweş kirin. [3406 demir_soregule] Germ, wek ku dor bêriyan ji ser dinyê hatibû girtin. [3407 demir_soregule] Bi wan wilo dihat. [3408 demir_soregule] Êvarê, Misto çû Serdar dît û serpêhatiya xwe jê re got. [3409 demir_soregule] Ji bo ku ne bi Misto re bû, hinekî bêzar bû. [3410 demir_soregule] »Ax, wê çiqasî xweş bûya! [3411 demir_soregule] Min ji zû ve ew nediye. [3412 demir_soregule] Lê... lê heger her kes bi dû xweşiya ji bo xwe tenê bikeve, nabe, divê hin wan karên din jî bikin« di dilê xwe de got. [3413 demir_soregule] Dixwest ji xwe bawer bike ku a rast, wek ku wî bi xwe kiribû ye, lê xwestina dîtina Gulê, ne tiştekî sivik bû. [3414 demir_soregule] Serdar, roja din dîsa çû tevrikê û Misto jî heta bêriyan xewa şêrîn kir. [3415 demir_soregule] Serdar û Îsko, bi Xelo re çûbûn ser erdên Nezîr Hindî. [3416 demir_soregule] Li nêzîkî bajêr, li binya Baqisyanê bûn. [3417 demir_soregule] Heta dor bêriyan hewa xweş bû, lê jê û pê ve êdî dinya dikeliya. [3418 demir_soregule] Serdar di ber berê xwe de, baştir tê derdixist bê çi agir dibariya. [3419 demir_soregule] Xwêdana wî diket çavên wî, diherikî ser dev û lêvên wî. [3420 demir_soregule] Xwêdana şor, çavên wî dişewitandin. [3421 demir_soregule] Xwe rast kir û bi zendika qutikê xwe zuwa kir û keserek veda. [3422 demir_soregule] Bêhna axa hêwî ket bêvila wî. [3423 demir_soregule] Bêhna erotîzma axê bû, bêhneke cuda bû. [3424 demir_soregule] Pir pê xweş hat. [3425 demir_soregule] Wî çaxî bayê germ ji hêla başûr ve hat û çend ziman li rûyê wî xistin û şemitî hêla çiyan. [3426 demir_soregule] Serdar xwe sipart tevrikê xwe, serê xwe hinekî hilda, li rewşa rojê nerî. [3427 demir_soregule] Rêya ku wê roj bi bêhnfirehî tê re biçûya û ji nû ve li wan bikira êvar, hîna nîvê ezmanê fireh bû. [3428 demir_soregule] Gava xwest bihesibîne bê çiqase wext e, qudûm lê şkestin. [3429 demir_soregule] Cîhê ku wê tê re wenda bûbûya, pir dûr bû. [3430 demir_soregule] »Heta ku roj bi meşa gêrikan here wir, hîna nû dibe êvar... wê ruhê min here« ji xwe re got. [3431 demir_soregule] Hîna gelek mabû. [3432 demir_soregule] Lê li zarokên li tenişta xwe nerî û »ên ji min qelstir jî hene... wê roj bibe êvar« got. [3433 demir_soregule] Li hêla çepê Îsko dît, di nav qîzan de pir zinde xuyabû. [3434 demir_soregule] Dû re, berê wî ket hêla bajarê Qamîşlokê. [3435 demir_soregule] Ji dûr ve wek xirbakî xuya dikir. [3436 demir_soregule] Serê çend daran tenê di ser xaniyan re xuya dikir. [3437 demir_soregule] »Mirov dikare hemûyan bihejmêre... ma gelo bi rastî bajarekî wilo rût û bej û germ e... heger wilo be, ma gelo çima bajarekî xweş e tê gotin« ji xwe re got. [3438 demir_soregule] Dema baş dêna xwe dayê, dît ku toz û dûmaneke tenik girtiye ser bajêr, rewrewkên germê ji bajêr diçin. [3439 demir_soregule] Gava di nav van raman û xeyalan de bû, çawîş hat û »ha gelî xortan ha... de lêxin... me îro hîna tu ber ji ber xwe denexistiye... divê em îro vî erdî xelas bikin... ha çavê min ha« got. [3440 demir_soregule] Serdar ji bêgavî ji nav xeyalan vegeriya û bala xwe da tevrikê. [3441 demir_soregule] Êdî roj di nîro buhurtibû. [3442 demir_soregule] Lê hîna di ser herdu bajaran re bû, rast ji jor ve bû, bi wir ve aliqî bû û mabû. [3443 demir_soregule] Ezman çik sayî bû, hew li aliyê çiyan ê rojhilat tenê piçek ewrê sipî hebû. [3444 demir_soregule] Incex bi qasî cîhê bênderekê hebû. [3445 demir_soregule] Wek ku berf li wir hatibû û mabû. [3446 demir_soregule] Lê hew ew bû, piçeke din ji dermanan re tune bû. [3447 demir_soregule] Ezmanê pak û fireh, seranser, hemû bi rojê mabû. [3448 demir_soregule] Wê jî, bi merdî rê li xwe fireh kiribû û diçirisand... êdî du-sê caran ji xwe mezintir bûbû. [3449 demir_soregule] Wek ku hew ji bo herdu bajaran tenê hilatibû. [3450 demir_soregule] Li rasta herdu bajaran, tîrêjên xwe yên zîvînî, wek şûrên tazî bi çar aliyan de berdabûn û ezmanê şîn tîşwîşî kiribû. [3451 demir_soregule] Ezman çirisandibû, êdî çav tê de venedibûn. [3452 demir_soregule] Wek ku rojê hemû tiştên xwe li wir xerc dikirin. [3453 demir_soregule] Nêta wê ku tiştekî bi xwe re bibe derin din tune bû. [3454 demir_soregule] Bêhn li dinyê çikandibû. [3455 demir_soregule] Mirovên ku hîna li derve bûn, ji ber germa wê, di reveke eşkere de bûn. [3456 demir_soregule] Xanimê bi xwe li bin tûyê bû. [3457 demir_soregule] Sarê li aşxanê bû. [3458 demir_soregule] Çûk bêdeng bûbûn, xewa navrojê dikirin. [3459 demir_soregule] Ew qijaka bêhnteng, dîsa çûbû ser tûya mala Kamilê Remo û hinek haşî ketibû dengê wê. [3460 demir_soregule] Hewaleke wê hebû, lê ma ka çi bû! [3461 demir_soregule] Belkî maran, ya jî tiştin din çêlîkên wê xwaribûn, ya jî hevalê wê li derinan hatibû kuştin! [3462 demir_soregule] Ew bênhtengî ne bê sedem bû. [3463 demir_soregule] Pisîka mala Zilfa bêhna goşt kiribû û hatibû li tenişta Xanimê veketibû. [3464 demir_soregule] Zîqînî bi deriyê hewşê ket, Hiso hat. [3465 demir_soregule] Carê tep-repa ber nigên wî, hîna gava li kuçê bû, dihat. [3466 demir_soregule] Malî fêr bûbûn, wilo di hatina wî derdixistin. [3467 demir_soregule] Lê wê navrojê Xanimê tenê li hewşê bû, deng neçûbûyê, Hiso ji nifşkê ve hatibû. [3468 demir_soregule] Guhên pîra wî hinekî giran bûbûn, deng ji wilqasî dûr ve nediçûnê. [3469 demir_soregule] »Ev derî xir bûye, dîsa zîqîniya ku lê dikeve... yanî min gotibû ez ê hinek zeyt bînim û tê bidim, lê min ji bîra kir« Hiso got û çû li tenişta pîrê rûnişt. [3470 demir_soregule] Kumê xwe ji serê xwe kir û bi desmaleke biçûk xwêdana xwe zuwa kir. [3471 demir_soregule] Sarê li aşxanê pê hisiya ku hatiye. [3472 demir_soregule] Derket û jê pirsî bê ma wê dew vexwe ya jî avê. [3473 demir_soregule] »Welehî keça min heger tu tasek dew bidî apê xwe, tu dê baş bikî. [3474 demir_soregule] Mirov vê germê zuwa dibe. [3475 demir_soregule] Wax wax wax, ma ev çi ecêb e gidî! [3476 demir_soregule] Serê çûkan dişewite. [3477 demir_soregule] Ma gelo xwedê me ceze dike, ev çi ye! [3478 demir_soregule] Welehî ev qase roj û germ ne rast e bavo« got. [3479 demir_soregule] Xanimê gotina wî bi xwe nexweş kir. [3480 demir_soregule] »Paş porê sipî wilo nebêje Hiso, tu dê xwe gunehkar bikî. [3481 demir_soregule] Bi karê xwedê neaxive!« [3482 demir_soregule] »Ma xwene min çi gotiye Xanê? [3483 demir_soregule] Ma gelo min derewin kirine? [3484 demir_soregule] Welehî germ e û xezeb e. [3485 demir_soregule] De ka tu jî derkeve kuçê ber rojê, tu dê bibînî bê çi germ e. [3486 demir_soregule] Tew hin li ber vê germê karan jî dikin! [3487 demir_soregule] Xwedêyo tu çêkî û sebrê bidî wan«. [3488 demir_soregule] Sarê wî çaxî çûbû, ketibû dû anîna dew, ew li ba wan ranewestiyabû, lê deng çûbûyê. [3489 demir_soregule] Di ber xwe de bi axavtina wan dikeniya û »weleh xebera apê min e, pir germ e. [3490 demir_soregule] Niha Ebû Ferîd jî bi rê de ye, mala min bişewite, niha zimanê wî ji tîna gazekê ji devê wî kişiyaye« ji xwe re got. [3491 demir_soregule] Sarê, zû bi taseke dew vegeriya. [3492 demir_soregule] Hiso tas bi ser xwe dakir, simbêlên xwe zuwa kirin û »dew di vê germa kamax de çiqasî xweş e, wek dermanê doktoran li laşê mirov tê. [3493 demir_soregule] Ma ne xebera min e Sarê, keça min... ma ne zêde germ e«? [3494 demir_soregule] Sarê, xwe bi wê pirsê, di halekî ne pir ewle de dît. [3495 demir_soregule] Dikir ku di nav duduyan de asê bimîne. [3496 demir_soregule] Wek kê bigota, dîsa jî nedibû. [3497 demir_soregule] Lê rêya navê a ku jê re baştirîn bû. [3498 demir_soregule] Xwe zû da ser hevdu û »belê apo, welehî hinekî germ e, lê karê xwedê ye, ma em çawa bikin!« got. [3499 demir_soregule] »Binere, tu dibînî Xanê... Sarê jî hevaltiya min dike« got û bi serbilindî beşişî. [3500 demir_soregule] »Tu dê Sarê jî vê navrojê gunehkar bikî Hiso... qala tiştin din bike xwedê ji te razî... porê te sipî wek berfê ye, tu çima bi karê xwedê û germa wî diaxivî. [3501 demir_soregule] Germ be, ne germ be, ew dizane camêrê xas«. [3502 demir_soregule] »Her ku pîra me mezintir dibe, bêtir dibe sofî û di dîndariya xwe de serhişktir dibe. [3503 demir_soregule] Em çi bibêjin, hûn ê xwe gunehkar bikin dibêje«. [3504 demir_soregule] Xanimê him serê xwe dihejand û him dikir niç niç û xwe li ber gotinên wî dixist. [3505 demir_soregule] Sarê li wan guhdarî dikir û di ber xwe de dibeşişî. [3506 demir_soregule] Dîsa vegeriya aşxanê, li xwarinê nerî, sênîk û kevçî mevçî amade dikirin. [3507 demir_soregule] Tavilê dengê Ebû Ferîd û Seîd li pişt derî, li kuçê hat. [3508 demir_soregule] Gava ketin hewşê, pifînî li Ebû Ferîd ket û gazin ji germê kirin. [3509 demir_soregule] Xanimê, ji bo wê yekê, hinek gezin ji wî jî kirin, lê Hiso hevaltiya wî kir. [3510 demir_soregule] Sarê zû bi taseke dewê din hat derve. [3511 demir_soregule] Herdu biran bi dorê vexwarin û xwe ji xwêdanê zuwa kirin. [3512 demir_soregule] Piştî ku li halê bavê xwe pirsîn, rabûn av li rûyê xwe kirin û man li bendî danîna firavinê. [3513 demir_soregule] Sarê çavên xwe li ser hemû tiştan gerand. [3514 demir_soregule] Kêmasî tunebûn. [3515 demir_soregule] Ji aşxanê derket û pirsî: »ma ez firavînê deynim, ya hûn ê hinekî din bêhna xwe vekin?« [3516 demir_soregule] »Niha keça min, welehî em birçî ne, yan na zarono« Hiso got. [3517 demir_soregule] Herdu lawan jî wek wî gotin. [3518 demir_soregule] »Nizanim bê zarokên me li ku manê« Xanimê got. [3519 demir_soregule] Hiso got »ma ji we re ne gotin bê wê li ku bin«. [3520 demir_soregule] »Ferîd got ez ê derkevim, bigerim. [3521 demir_soregule] Lê nizanim bê Nesrîn li ku ye. [3522 demir_soregule] Ma tu nizanî bê Nesrîn li ku ye keça min, Sarê?« [3523 demir_soregule] »Belê jinapê, li mala cîrana Zilfa ye, li ba Şîlana wan e, ji xwe re dilîzin« got, çû ber dîwêr û dengekî gazî Nesrînê kir. [3524 demir_soregule] Gava gaziya xwe dubare kir, Zilfa ji hewşê bersiv da. [3525 demir_soregule] »Nesrîn li vir e cîrana Sarê. [3526 demir_soregule] Ma ez gazî bikimê?«. [3527 demir_soregule] »Erê weleh, bi xêra xwe bişîne malê.« [3528 demir_soregule] Dengê Ferîd jî ji kuçê dihat. [3529 demir_soregule] »Em ê ber êvarê dîsa herin, ez ê bêm mala we« ji hinan re digot. [3530 demir_soregule] Heta ku zarokan dest û nigên xwe şuştin, Sarê xwarin li hêwana kevn raxist. [3531 demir_soregule] Sêniyeke mezin tije girar bû û yek jî tije tirşik bû. [3532 demir_soregule] Dora sifrê bi tas û kevçiyan û şînkayî xemiland. [3533 demir_soregule] Piştî raxistina hemûyan, di ser sifrê re rawestiya, kontrol kir û »de ka kerem bikin apo« got. [3534 demir_soregule] Hiso da xwe û rabû, da pêşiya malbatê û hêdî hêdî kişiyan hêwanê. [3535 demir_soregule] Bi malbatî girtin ser sifrê. [3536 demir_soregule] Li ne gelek malan wilo ye, lê li mala Şemê bi xwe, çi gava ku mêvan tune bin, hemû bi hevdu re dixwin. [3537 demir_soregule] Pêşî ji Sarê re ne hêsan bû ku bi zilaman re bixwe. [3538 demir_soregule] Bi taybetî ji Hiso şerm dikir. [3539 demir_soregule] Lê niha êdî fêr bûye. [3540 demir_soregule] Salên pêşî hima nîvtêr ji ser xwarinê radibû. [3541 demir_soregule] Xanimê, her carê »şerm neke keça min, apê te ye, wek bavê te ye, têr bixwe« digot, lê ne wilo wek ku wê digot hêsan bû. [3542 demir_soregule] Lê wê rojê ji kêfan re hindik xwar û zû rabû. [3543 demir_soregule] Xwarin bi dilê Hiso bû. [3544 demir_soregule] Çend carekî di ber xwarinê re got »xwedê ji we razî be, welehî we tirşikeke xweş çêkiriye, girar jî pir lê hatiye«. [3545 demir_soregule] Malbata Şemê, li gor gelek malbatan gelekî demokratîk e. [3546 demir_soregule] Kêm caran pevçûn û bêtifaqî li mala wan derdikevin. [3547 demir_soregule] Gava ku tiştin biqewimin, li hevdu guhdarî dikin û dû re li hevdu dikin. [3548 demir_soregule] Her yek ji wan karê xwe dike û wek ku zane bawer dike. [3549 demir_soregule] Heçê Seîde, ew komunîst e, tu vatiniyên dînî nayne cîh, lê îşê xwe ji ên din jî nayne. [3550 demir_soregule] Her wilo tu kes jî îşê xwe ji wî naynin. [3551 demir_soregule] Ebû Ferîd ne komunîst e, lê dîsa jî limêj nake. [3552 demir_soregule] Hew meha Remezanê, ji ber ku rojiyê digire, limêj jî dike. [3553 demir_soregule] Sarê, limêj dike, lê ne dîndar û sofî ye. [3554 demir_soregule] Heta mirov çavên xwe bigire û veke, limêja xwe dike û radibe. [3555 demir_soregule] Carnan dibe ku limêjê ji bîra jî bike. [3556 demir_soregule] Gelek caran wilo tê serê wê, lê dû re, gava lê vala dibe, qeza dike. [3557 demir_soregule] Xanimê rojê pênc wext limêja xwe dike. [3558 demir_soregule] Ne hew ferzan tenê dike, ew gelek limêjan dike. [3559 demir_soregule] Ji bo gunehên xwe, ji bo ên dê û bavê xwe, ji bo ummeta pêxember, ji bo miriyan, ji bo ku tu qeda û bela neyên serê malbata wê û ji bo xêran li xwe pirtir bike, limêj dike. [3560 demir_soregule] Ew sofiyeke asê ye. [3561 demir_soregule] Şêxê wê heye. [3562 demir_soregule] Lê Hiso ne sofî ye û tu şêxên wî tune ne. [3563 demir_soregule] Ew misilmanekî li halê xwe ye, limêja xwe dike, rojiya xwe digire û ne zêdetir. [3564 demir_soregule] Zivistanê, hew rojên înan tenê diçe camiyê. [3565 demir_soregule] Lê havînan her rojê diçe. [3566 demir_soregule] Limêja nîro û esir li camiyê dike. [3567 demir_soregule] Carê saetekê duduyan li wir radizê jî. [3568 demir_soregule] Wir hênik e û xweş e. [3569 demir_soregule] Ya jî carê li hinan rast tê, li ber siya dara di hewşa camiyê de rûdinin û diaxivin. [3570 demir_soregule] Piştî ku xwarina xwe xwarin, Hiso wek her rojê rabû û berê xwe da camiyê. [3571 demir_soregule] Ebû Ferîd çû oda xwe; çû razanê. [3572 demir_soregule] Zarokan da dû wî. [3573 demir_soregule] Her roja xwedê, karê wan jî wilo ye. [3574 demir_soregule] Di bajarê Qamîşlokê de, tu kes nikare di wê germê de wek wî xweş raze. [3575 demir_soregule] Ecêb e. [3576 demir_soregule] Kirasê xwe ji ser çîmên xwe dikişîne heta ber zikê xwe û dibe pix-pixa wî. [3577 demir_soregule] Top jî biteqin şiyar nabe. [3578 demir_soregule] Xwêdan di bedena wî re dide der û diherike, lê ew tê dernaxe. [3579 demir_soregule] Malî gelek caran henekan di wê derheqê de lê dikin, lê jê re xêr xeber e. [3580 demir_soregule] Seîd jî rabû û çû hêwana din, perwane xebitand, rahişt kovarekê û xwe li ser dîwanekî dirêj kir. [3581 demir_soregule] Ew jî radizê, lê berî ku razê, carê çend rûpelan dixwîne. [3582 demir_soregule] Ev jî adeteke wî ye. [3583 demir_soregule] Lê ew nikare wek Ebû Ferîd xweş razê. [3584 demir_soregule] Ew ji germê hez nake. [3585 demir_soregule] Ji ber germê û xwêdanê, zû radibe avê li xwe dike û dîsa diçe ji nû ve kovara xwe bi rastî dixwîne. [3586 demir_soregule] Xuya ye ew razana wê bîstikê, besî wî ye, rehet dibe. [3587 demir_soregule] Sarê, wek her carê bi firaxan daket û Xanimê jî dest bi karê xwe yê limêjê kir. [3588 demir_soregule] Heta ku çend qam limêj kirin, Seîd dîsa wek her rojê bi ifîn û pifîn rabû ser xwe û bi avê ve beziya. [3589 demir_soregule] Gava vegeriya cîhê xwe, pîra dê jî bi dû wî de ket hêwanê. [3590 demir_soregule] Tê derxist ku karê wê bi wî bi xwe heye. [3591 demir_soregule] Berî ku ew jê bipirse, pîrê çû li hemberî wî rûnişt û dest pê kir. [3592 demir_soregule] »Tu zanî kurê min, ez ê tiştekî ji te re bibêjim, lê heger bi serê te nekeve, bila di nav min û te û Sarê de bimîne. [3593 demir_soregule] Henek bi tiştên wilo nabin...« [3594 demir_soregule] »Xêr e yadê? [3595 demir_soregule] Ma te hin ji min re dîtine?« [3596 demir_soregule] »Tu ji ku zanî?« [3597 demir_soregule] Bi bersiva wê re, terqînî ji dilê Seîd hat. [3598 demir_soregule] Bi henekî gotibû, lê rast derketibû. [3599 demir_soregule] Wê navrojê ne li bendî pêşniyareke wilo bû. [3600 demir_soregule] Ji ber wê yekê, xiroşiyeke sivik girt goştê canê wî. [3601 demir_soregule] Lê xwe zû da ser hevdu û got »wa!.. ma bi rastî wilo ye«. [3602 demir_soregule] »Erê welehî. [3603 demir_soregule] Lê ma tu ji ku dizanî ku me hin ji te re dîtinê?« [3604 demir_soregule] »Ez tiştekî nizanim yadê, min henek kir, lê vaye rast derket«. [3605 demir_soregule] »Erê kurê min, rast e. [3606 demir_soregule] Me ji te re yek diye. [3607 demir_soregule] A rastî Sarê diye. [3608 demir_soregule] Xuşka wê ye. [3609 demir_soregule] Pir spehî ye, mirov fedî dike lê binere. [3610 demir_soregule] Wek xezalekê ye û xwende ye« got û li xwe fitilî ku gazî Sarê bike, lê dît ku li ber derî ye. [3611 demir_soregule] Sarê destên xwe bi pêşmalka xwe zuwa dikir û bi şik ber bi wan ve diçû. [3612 demir_soregule] »Ka Sarê keça min, tu ka werîn, bila bibîne«. [3613 demir_soregule] »Tu çi dibêjî yadê, ka çi werîn tu dibêjî?« [3614 demir_soregule] »Nexeyide kurê min, ez dizanim ku tu dê biecibînî«. [3615 demir_soregule] Seîd şaş mabû. [3616 demir_soregule] Xwe li ser dîwanê rast kir û »wê Sarê çi bîne yadê, tu çi dibêjî, we çi kiriye?« got. [3617 demir_soregule] »Ne xeyide kurê min, me tiştek nekiriye. [3618 demir_soregule] Sarê sûretekî wê bi xwe re aniye. [3619 demir_soregule] Lê heger nekeve serê te, divê tu soz bidî ku tu ji tu kesan re nebêjî, heyfa Sarê, guneh e. [3620 demir_soregule] Bi ûcaxa bavê kal heger dê û bavê wê pê bihisin ku wê ev rê bi ber me xistine, li darê dinyê nema wê dihewînin mala xwe.« [3621 demir_soregule] Wek ku hatibû bi paş de vegeriya hundur. [3622 demir_soregule] Ebû Ferîd û zarok di xeweke kûr de bûn. [3623 demir_soregule] Lê dîsa jî ji bo ku şiyar nebin, li ser tiliyan meşiya. [3624 demir_soregule] Dolav wek dizan hêdîka vekir û sûret ji bin kincan derxist û vegeriya. [3625 demir_soregule] Seîd, wek ku ji darekê de bikeve lê hatibû. [3626 demir_soregule] Wê navrojê, ne li bendî tiştekî wilo bû, ji pêşniyareke wilo re ne amade bû. [3627 demir_soregule] Ji ber wê yekê bêdeng rûniştibû û wilo baldar li wan dinerî û guhdar dikir. [3628 demir_soregule] Tê derdixist ku pêşniyareke girîng e û divê biryareke bi aqilane bigire û bersiveke wilo bi aqilane bide wan. [3629 demir_soregule] Nikarîbû wek ku dêya wî berê jî, gava çend carekî din jê re bahsa hinan din kiribû bibêje »ew a han« û gotin birîbû, bike. [3630 demir_soregule] Îcar bi awayekî din bû. [3631 demir_soregule] »A ku bahsa wê dikin, xuşka Sarê ye û rewş ne henek menek e, ji dil e. [3632 demir_soregule] Ez qet nikarim xwe bi bersiveke kin jê xelas bikim. [3633 demir_soregule] Ez nikarim dilê wê bihêlim, ez nikarim di derheqa tiştekî wilo girîng de wê bi gotinên sivik bêzar bikim. [3634 demir_soregule] Heyfa Sarê« ji xwe bi xwe re digot û diramiya. [3635 demir_soregule] Dû re, rê bi ber xwe dixist: »divê ez guhdar bikim û bersiveke sivik nedim. [3636 demir_soregule] Zû dilê wê dimîne«. [3637 demir_soregule] »Seîd keko tu dizanî ku mirov ji xuşka xwe re li mêran nagere. [3638 demir_soregule] Lê tu ne xerîb î û tu baş î. [3639 demir_soregule] Dilê min ji te re dixwaze, hingî qîzeke spehî ye, ez dixwazim ku ji te re be. [3640 demir_soregule] Min her gavê bi qasî birayên xwe ji te hez kiriye. [3641 demir_soregule] Ji ber vê yekê ez dibêjim«. [3642 demir_soregule] »Ez zanim Sarê, ez baş zanim. [3643 demir_soregule] Min tu caran ji bîra nekiriye ku wilo ye. [3644 demir_soregule] Bawer be ez jî te wek xuşka xwe ya mezin dizanim. [3645 demir_soregule] Ez gelekî kêfxweş im ku tu dikarî tiştên wilo ji bo min bikî. [3646 demir_soregule] Ji bo ku tu dixwazî xuşka te ji min re be û tu bi xwe dikarî bê vê xwestina xwe pêşniyarî min bikî, ez pir kêfxweş dibim. [3647 demir_soregule] Ma îcar ez ê çawa bikaribim bikim ku ji ber kirinên min, dilê te bimîne, ya jî tu dilteng bibî. [3648 demir_soregule] Na, bila dilê te safî be. [3649 demir_soregule] Lê ez bi rastî bibêjim, we îro ez teng zeft kirime. [3650 demir_soregule] Ez nema zanim bê ez ê çi bibêjim«. [3651 demir_soregule] Sarê sûret bi serbilindî da destê Xanimê. [3652 demir_soregule] Dîsa hinekî lê nerî, »wek xezalekê ye« got û dirêjî wî kir. [3653 demir_soregule] Seîd rahişt sûret, lê nerî û bi destê xwe ê çepê pişta stûyê xwe xurand; dû re destê çepê jî anî alîkariya destê rastê û sûret bi herdu destan rasttir ragirt û ji nêzîktir ve lê nerî. [3654 demir_soregule] Bêdeng bûbû. [3655 demir_soregule] Nîvxemgîniyeke sivik di rûyê wî re xuya dikir. [3656 demir_soregule] Ya jî, belkî wilo xuya bû, belkî ji xemgîniyê pirtir, xiroşî bû. [3657 demir_soregule] Lê tiştê ku baş eşkere bû, ji bo ku bikaribe bersivekê bide wan, diviyabû çend saniyên din derbas bibin. [3658 demir_soregule] Pêşniyareke surprîz bû. [3659 demir_soregule] Herdu nigên wî ketibûn soleke teng. [3660 demir_soregule] Sûret di nav destên wî de bû û herdu enîşkên xwe danîbûn ser rahnên xwe. [3661 demir_soregule] Xwe hinekî bi ser destên xwe û sûret de xûz kiribû. [3662 demir_soregule] Dû re serê xwe hêdî hêdî rakir û awira xwe ji sûret birî. [3663 demir_soregule] Herdu destên wî di nav şeqên wî re jê daliqiyan û li herduyên li pêşberî xwe, nerî. [3664 demir_soregule] Lêvên wî zuwa û sipî bûbûn, xwîn ji wan çûbû. [3665 demir_soregule] Hinekî li wan nerî, xwêziya xwe daqurtand û dû re serê xwe qederê çend saniyan dîsa xist ber xwe, dû re bêyî ku enîşkên xwe ji ser rahnê xwe rake, dîsa sûret bilind kir û lê nerî. [3666 demir_soregule] Xanimê û Sarê, bi awirên pirsyar lê dinerîn, bê sebir bûbûn. [3667 demir_soregule] Diviyabû hin ji wan wê bêdengiyê rakin. [3668 demir_soregule] Diviyabû Seîd tiştekî bibêje, lê nedigot. [3669 demir_soregule] Tavilê Xanimê, »tu çi dikî kurê min, tu çima tiştekî nabêjî?« got. [3670 demir_soregule] Seîd ne ji dil beşişî û wek ku bixwaze bibêje »ma di zikê we de mirov dikare wilo bi hêsanî tiştekî bibêje« herdu milên xwe bi jêr û jor de hejand û berê xwe da hêla wê. [3671 demir_soregule] Destê xwe dîsa avêt pişta stûyê xwe. [3672 demir_soregule] Îcar destê xwe siviktir li pişta stûyê xwe dibir û dianî û dixurand. [3673 demir_soregule] Wek ku li wir, raman bi destan ji nav hevdu vediqetandin, dixwest a baştirîn hilbijêre û ji wan re eşkere bike. [3674 demir_soregule] Lê ramana baştirîn nediket nav destên wî, girtina ramana baştirîn, her gavê ne hêsan e. [3675 demir_soregule] Di derheqa tiştekî wilo girîng de, girtina ramana baştirîn, ji girtina Masadayê ne hêsantir e. [3676 demir_soregule] Bi tirs û şik û xiroş bû. [3677 demir_soregule] Di erê nayê de bû. [3678 demir_soregule] Seîd, sala berî wê lîse xelas kiribû û ji xwendinê betal mabû. [3679 demir_soregule] Dema li dibistanê bû, wî û yeke li dibistanê ji hevdu hez dikirin. [3680 demir_soregule] Li hevdu kiribûn ku wê bizewicin. [3681 demir_soregule] Lê rojekê gava hîna dor pênc mehan dibistan mabû, dît ku rûyê dildara wî buhustekê daliqandî ye û tê ba wî. [3682 demir_soregule] Bêyî ku tu tiştên din bibêje, rû di rû de jê re »heger tu dê bê min bixwazî wer e, heger tu nayê, ez ê yekî din bikim, xelk tên min dixwazin« gotibû. [3683 demir_soregule] Seîd şaş mabû, xwestibû jê re bibêje ku hîna ne gengaz e, qewlê me ne wilo bû, heta ku dibistan biqede, heta havînê, lê gotin bêxêr bûn. [3684 demir_soregule] Dildara wî, »heta sê rojan, heger na, min ji bîra bike« gotibû û pişta xwe dabû Seîd. [3685 demir_soregule] Piştî du rojan jî êdî nema qet hatibû dibistanê. [3686 demir_soregule] Bi rastî jî yekî din kiribû. [3687 demir_soregule] Ew yek, çend mehan ji bo wî bûbû sedema xemgîniyeke mezin. [3688 demir_soregule] Ew kirina wê ya ji nifşkê ve û bêkeys, wek xapandin û bêbextî qebûl dikir. [3689 demir_soregule] Pir li ber xwe ketibû. [3690 demir_soregule] Niha jî carnan ji bo wê bûyerê bêzar dibe, dixwaze ku serpêhatiyeke wilo tahl di jîna wî de tune ba, lê çûbû bûbû. [3691 demir_soregule] Ji ber wê kirina wê ya bêkeys, dilê wî zû jê sar bûbû. [3692 demir_soregule] Lê hîna dema bûyer nû bûbû, di bênhtengiyê de soz dabû ku wê bi tu Qamîşlokiyan re nezewice. [3693 demir_soregule] Ji xwe re, »ma gelo qîzên vî bajarî hemû wilo bêbext in« gotibû. [3694 demir_soregule] Tu bersiva ku bikaribe xwe pê dilxweş bike, ji wê pirsê re peyde nekiribû û soza xwe dabû. [3695 demir_soregule] Ji ber wê yekê, li Qamîşlo, çavên xwe li tu kesan nedigerand û her ku pîra dêya wî jê re qala hinan dikir, kin lê dixist û dibirî. [3696 demir_soregule] »Ew a han! [3697 demir_soregule] Na min kes navê« digot. [3698 demir_soregule] Xanimê û maliyên din bi wê serpêhatiya wî û wî derdê wî nizanîbûn û ji ber wê yekê jî, »Seîd bi tu kesan qaîl nabe« digotin. [3699 demir_soregule] Ji ber wê yeka tahl ku par hatibû serê wî, heger a ku wê navrojê pêşniyarî wî dikirin ne xuşka Sarê jî bûya, sedemên wî yên ku serê xwe ji bo yeke Nisêbînî biêşîne, bixwaze yeke ji wir ji xwe re wek jin hilbijêre hebûn. [3700 demir_soregule] Her demê Nisêbînî bi destan nediketin. [3701 demir_soregule] Lê, dîsa jî ne hasan bû. [3702 demir_soregule] Mirov nikare di derheqa tiştekî wilo de, dudilî nebe û baş nerame. [3703 demir_soregule] Ji xwe re, »di sûret de baş xuya ye, lê dîsa jî hima wilo Erebî bazar nabe. [3704 demir_soregule] Hemû kes di sûretan de xweşik xuya dikin. [3705 demir_soregule] Dîtina bi çavan tiştekî din e« digot. [3706 demir_soregule] Ji Xanimê re eşkere bû ku Gulê, a ku ew lê digerin e. [3707 demir_soregule] Qîza nasan bû, xuşka sarê bû. [3708 demir_soregule] Dixwest ku ew yek, ji bo lawê wê jî eşkere be... dixwest ku bi çavan bibîne û bi guhan bibihîze ku wî jî ew rastî diye û bibêje »baş e, herin bixwazin.« Lê hinekî jê piştkul bû, çend carên din di pêşniyarên xwe yên di vê derheqê de şkestibû. [3709 demir_soregule] Ji ber wê yekê, bêsebir bûbû, nikarîbû bi bêhnfirehiyeke bêdawî xwe li bendî wî bigirta. [3710 demir_soregule] Tavilê »tu çi dibêjî kurê min? [3711 demir_soregule] Qîza nasan e û wek xezalekê ye. [3712 demir_soregule] Ma tu dikarî bibêjî ku tu na ecibînî?« got, destê xwe bi aliyê sûret ve kir û »ma tu dê yeka wilo ji ku peyde bikî? [3713 demir_soregule] Û mereva me ye. [3714 demir_soregule] Heger tu bi a dêya xwe bikî, em ê ji te re bixwazin«. [3715 demir_soregule] »Dayê, ma hima wilo »em ê bixwazin« dibe! [3716 demir_soregule] Min hîna ne diye û ne jî zanim bê navê wê çi ye!« [3717 demir_soregule] »Navê wê Gulê ye. [3718 demir_soregule] Lê dîtin kurê min... Va te sûretê wê dît, ma ne spehî ye?« [3719 demir_soregule] »Yadê tu dizanî, ku min hezar caran gotiye a ku ez ê pê re bizewicim, divê ez bibînim. [3720 demir_soregule] Rast e, a spehîbûnê, di sûret de pir spehî xuya ye. [3721 demir_soregule] Lê dîsa jî divê ez wê bibînim. [3722 demir_soregule] Ya na, ev tişt qet nabe. [3723 demir_soregule] Ev zewac e yadê, ji bo emrekî ye, ne wek tu tiştekî din e.« [3724 demir_soregule] »Ma tu diecibînî kurê min?« [3725 demir_soregule] »Min got... spehî ye, lê divê ez bibînim.« [3726 demir_soregule] »Ma ka em ê çawa bikin kurê min, dîtin ne hêsan e?« [3727 demir_soregule] »Nizanim! [3728 demir_soregule] Ez li vir im û ew jî li wir e; lê dîsa jî hûn radibin me ji bo hev wek jin û mêr ditevsilînin û didrûn. [3729 demir_soregule] Ez jî zanim ku ne hêsan e.« Destê xwe yê rastê ber bi herduyan ve vekir û »divê hûn bikaribin rêyekê ji bo wilo jî bibînin« got. [3730 demir_soregule] »Tu zanî çi kurê min! [3731 demir_soregule] Pasewanekê ji bo çend rojan ji xwe re derxîn û her serxetê. [3732 demir_soregule] Em ê ji birayê te re bibêjin, bila paswanekê ji te re derxe. [3733 demir_soregule] Her bibîn û wer«. [3734 demir_soregule] »Wilo hêsan tu pasewanan nadin mirov yadê! [3735 demir_soregule] Divê mirov sedemeke ber bi aqilan bibêje, divê bawer bikin ku hewcedariya mirov pê heye, ya na nadin mirov«. [3736 demir_soregule] »Xelk hemû derdixin, bi bertîlê derdixin kurê min. [3737 demir_soregule] Ez ê bikim ku birê te peran bide. [3738 demir_soregule] Ew malika ku mala wan li tenişta mala melê ye, ew malika Omerî... mala... (mala Simo, Sarê got) ha rehmet li dê û bavê te be... mala Simo, berî bi çend rojan çûn û hatin jî. [3739 demir_soregule] Têra xwe rûn û şekir jî anîn, xwe xenê kirin. [3740 demir_soregule] Çawa nabe?« [3741 demir_soregule] »Na yade, bila birê min ji bo wilo tu bertîlan nede. [3742 demir_soregule] Paswan heqekî mirovan e, lê hemû bêbaviyan dikin û tu paswanan nadin mirov. [3743 demir_soregule] Ew bi xwe bertîlxur in, lê divê em...« [3744 demir_soregule] »Na kurê min. [3745 demir_soregule] Wilo nebêje. [3746 demir_soregule] Tu kar bê bertîl nabin. [3747 demir_soregule] Vê heyamê kesek belaş tiliya xwe di çavê kesekî din ranake. [3748 demir_soregule] Ji xwe mamûr! [3749 demir_soregule] Bertîl karê wan e. [3750 demir_soregule] Ma nexwe mamûrên çi ne? [3751 demir_soregule] Ev yek li min kurê min. [3752 demir_soregule] Şuxlê te pê tune ye. [3753 demir_soregule] Heger tu bi a dêya xwe bikî, tu ne li xisarê yî. [3754 demir_soregule] Tu kes li bendî mirov namînim« got. [3755 demir_soregule] Bi serpêhatiya wî ya li dibistanê nizanîbû, lê bi wê gotinê, ew ji cîhekî xedar birîndar kiribû. [3756 demir_soregule] »Heger heta niha mabe, ji ber ku hîna zaro bû maye. [3757 demir_soregule] Lê niha mezin e. [3758 demir_soregule] Qîz wek fêkiyê di darê de ne. [3759 demir_soregule] Heger ku gihan, tên çinîn.« [3760 demir_soregule] »Heger ku te ecibandibe, xem nake keko, xebera jinapa min e, em ê bikin ku Ebû Ferîd bide. [3761 demir_soregule] Gulê nedîtî ye. [3762 demir_soregule] Welehî ez texmîn nakim ku sal di ser re here, wê xelk bên ji xwe re bibin. [3763 demir_soregule] Xebîneta xezaleke wilo ku tu ji destên xwe berdî« Sarê got û xwe tev li gotinê kir. [3764 demir_soregule] »Erê kurê min, xebera Sarê ye. [3765 demir_soregule] Xelk têrpere ne. [3766 demir_soregule] Yeke bedew li ku hebe, dirin wê ji xwe re dixwazin. [3767 demir_soregule] Xelk niha jinan dixwazin. [3768 demir_soregule] Niha perên xelkê tên destê wan. [3769 demir_soregule] Hin jê wek ku derkevin nêçîra xezalan, derdikevin ha li vir û ha li wir, ji lawên xwe re li qîzan digerin«. [3770 demir_soregule] Seîd tiştek negot û dîsa serê xwe berda ber xwe. [3771 demir_soregule] Dîsa li sûretê ku hîna di nav destên wî debû, nerî. [3772 demir_soregule] »Dêya min nezan e, lê xebera wê ye, rast e. [3773 demir_soregule] Mirov li vî welatî nikare berberiyê bi xerab û bertîlxuran re bike. [3774 demir_soregule] Ne yek e, ne dudu ne, ne sê ne, ne çar in... biçûk û mezin hemû şirîkên hevdu ne. [3775 demir_soregule] Gulê kevokek e. [3776 demir_soregule] Gelekî spehî xuyaye. [3777 demir_soregule] Mirov dil dikeve sûretê wê. [3778 demir_soregule] Îcar ji bo dîtina wê ya rû di rû de, xortê ku bertîlan nede, li wî bajarî tune ne« ji xwe re got. [3779 demir_soregule] Xanimê tê derdixist ku di dilê xwe de ew pêşniyara wê jî qebûl kiriye û ser gotina xwe temam kir: »ev li min kurê min. [3780 demir_soregule] Tu mitalan neke. [3781 demir_soregule] Wê niha birê te rabe, ez ê jê re bibêjim«. [3782 demir_soregule] »Wê pir kêfa Ebû Ferîd bê. [3783 demir_soregule] Çi qase pere lê herin, wê neyên ber çavên wî. [3784 demir_soregule] Tu nizanî bê çi qasî ji te hez dike. [3785 demir_soregule] Ji mala bavê min jî hez dike. [3786 demir_soregule] Min jê re negotiye, lê ez dizanim ku wê gelekî kêfa wî bê. [3787 demir_soregule] Wextê te ye« Sarê got. [3788 demir_soregule] »Xwendina wê çawa ye Sarê, tiştek xwendiye?« [3789 demir_soregule] »Hinekî dereng dest bi xwendinê kiribû. [3790 demir_soregule] Wê îsal heştan bixwîne. [3791 demir_soregule] Pir şareze ye... pirtûkên li Nisêbînê hemû xwendine... tiştekî ku nizanê tune ye.« [3792 demir_soregule] »Welehî baş xwendiye« [3793 demir_soregule] »Erê kurê min«. [3794 demir_soregule] Dema gotin bi hevdu re nû wilo şêrîn kiribûn û dikirin ku şêrîntir bikin, dengê Ebû Ferîd hat. [3795 demir_soregule] Li hewşê diçû û dihat û gazî Sarê dikir. [3796 demir_soregule] »Ma ka hûn hemû ketinê ko, Sarê, ka were dismaleke mezin bide min, avê li destê min bike, ez fetisîm, zû«. [3797 demir_soregule] Sarê zû pê ve rabû û »ez hatim...« got. [3798 demir_soregule] Nû çavên wê pê ketin »pek li vê talanê, tu di nav xwêdanê de fetisiye, tu çawa dikarî vê germê razî! [3799 demir_soregule] Wax wax wax. [3800 demir_soregule] Niha zarok jî fetisîne. [3801 demir_soregule] Ez ê avê ji te re amade bikim, xwe tevî bişo. [3802 demir_soregule] Ka raweste, ez ê niha amade bikim«. [3803 demir_soregule] Sarê, bêyî ku li bendî bersiva wî bimîne, dest bi amadekirina avê kir, ew xist serşokê, bi lez çû desmalek anî, bi bizmarekî nêzî destên wî ve daliqand û çû li zarokan nerî. [3804 demir_soregule] Dît ku di xewê de ne û dîsa çû li ba Seîd û xesûya xwe rûnişt. [3805 demir_soregule] Xanimê, ew û mala bavê wê dipesinandin, sûretê Gulê dipesinand û wî jî li dêya xwe guhdarî dikir. [3806 demir_soregule] »Bila serê xwe bişo, ez ê niha jê re bibêjim«. [3807 demir_soregule] »Na yadê, bihêlin ez derkevim û dû re. [3808 demir_soregule] Ne hewar e. [3809 demir_soregule] Piştî ez derkevim, ji nû ve jê re bibêjin. [3810 demir_soregule] Hûn çawa li hevdu bikin, ez ê wek we bikim«. [3811 demir_soregule] »Xem nake kurê min, ma tu ji birê xwe fedî dikî, ma tu dê vê germê derkevî ku!« [3812 demir_soregule] »Na yadê, ez destê te maçî dikim li min negir... heta ez herim sebir bik«. [3813 demir_soregule] »Madem wilo dixwaze, bila wilo be jinapê, bila here û dû re«. [3814 demir_soregule] »Madem hûn herdu wilo baştir dibînin, bila wilo be. [3815 demir_soregule] Piştî tu derkevî«. [3816 demir_soregule] Seîd rabû ser xwe, rahişt şal û gorên xwe û çû oda din, xwe guhert û di derî re derket. [3817 demir_soregule] Pîra dê û Sarê jî çûn hêwana din, li bendî Ebû Ferîd rûniştin. [3818 demir_soregule] Nû Xanimê rûnişt, »ohnan! [3819 demir_soregule] mirov bi carekê re tê derdixe ku vir ji hêwana din hêniktir e. [3820 demir_soregule] Ew der pir germ e« got û bi dawa xwe baweşînk li xwe kir. [3821 demir_soregule] »Erê jinapê, dinya pir germ e. [3822 demir_soregule] Heta roj diqulipe aliyê din, ji derve ve li dîwaran dixe. [3823 demir_soregule] Wir pir germ dibe. [3824 demir_soregule] Xaniyên çemento havînan dibin wek firnê. [3825 demir_soregule] Lê îro dinya jî pir germ e«. [3826 demir_soregule] Dinya hîna hênik nebûbû, hîna dema ku hin ji malên xwe derkevin nehatibû. [3827 demir_soregule] Hîna agir di kuçan de bû. [3828 demir_soregule] Wan çaxên rojan, kuçe vala bûn. [3829 demir_soregule] Hew yek liban Ereb û serxetî li sûkan hebûn, lê li kuçên taxan mirov peyde nedibûn. [3830 demir_soregule] Ji Seîd pê ve tu kes li kuçê tune bû. [3831 demir_soregule] Bextê reş ku ba, ji hêla Sahra Ereban ve bû. [3832 demir_soregule] Pêlên germa ku bi ber diketin û dihatin, wek şîşên sor li rûyê mirov diketin û diçûn. [3833 demir_soregule] Carnan jî xwe di kuçê hildidan û radibûn, toz bi xwe re radikirin û diçûn. [3834 demir_soregule] Ew xezeb, carnan jî li dora xwe difitilî, dibû babîsok û toz û tirabêlk radikir, li kuçê gurover dikir, dû re zirav dikir û bilind dikir. [3835 demir_soregule] Di orta kuçê de tiştekî wek stûneke mezin ji tozê avadikir û bi xwe re dibir. [3836 demir_soregule] Bi xwe re dibir ezmên, li wir ewrek ava dikir. [3837 demir_soregule] Ji ber wê yekê ji nîro pê ve ezmanê ser bajêr reng girik bû. [3838 demir_soregule] Xwe dida ber dîwaran, di ber siyê re dimeşiya. [3839 demir_soregule] Lê li tu deran siyeke baş tune bû. [3840 demir_soregule] Roj, hîna jî ji jor ve bû. [3841 demir_soregule] Xwedê rîha bavê wî sitirand ku dera berê wî lê bû, ne pir dûr bû. [3842 demir_soregule] Li kuçê difitilî, li serê kuça din mala komunîstekî din hebû. [3843 demir_soregule] Jê re, Siloyê mala Simbêlsoran dihat gotin. [3844 demir_soregule] Wê navrojê çû xwe avet bextê wî! [3845 demir_soregule] Ew ji xewê rakir: »rabe ser xwe, rabe Silo... ev çi halê te ye... tu ji sibê heta êvarê ji xelkê re şiyar bibin dibêjî û tu bi xwe tê radizê. [3846 demir_soregule] De rabe ser xwe«. [3847 demir_soregule] Silo bi çavên nîvvekirî bi zexelî û alîkariya destan rabû û »tu îro dîn bûyî, çi bûye. [3848 demir_soregule] Malxerab ma kî vê germê ji mala xwe derdikeve? [3849 demir_soregule] Gelo romiyan girtibû ser we, çi bûbû« got. [3850 demir_soregule] »Welehî îro sebra min nehat, de ka rab ji me re hinekî biaxiv, rab... ma çi ji xewê derdikeve« got û rûnişt. [3851 demir_soregule] Gotin ji siyaseta Yekîtiya Sovyetan, ji gotinên Brejnev vekirin û birin ser dinyê tevî. [3852 demir_soregule] Gelek tiştên ku barê wan bi xwe bûn, diviyabû pê biaxivin û çareser bikin li dinyê hebûn. [3853 demir_soregule] Lê hişê wî her li malê bû. [3854 demir_soregule] Gava Ebû Ferîd hat hêwanê, hîna jî dismala xwe di serê xwe û pişta stûyê xwe dida. [3855 demir_soregule] Hêsaniya ku bi şuştinê re ketibû bedena wî, xuya dikir. [3856 demir_soregule] Xanimê ew li ba xwe da rûniştin û weziyet jê re rave kir û got. [3857 demir_soregule] Wê bi xwe, biryara xwe dabû û berî ku li bendî bersiva wî bimîne, derxistina paswanê û wezîfeyên wî yên din di wê derheqê de anîn bîra wî. [3858 demir_soregule] Bi taybetî anî bîra wî ku birayê mezin e, gelek bar dikevin ser milên wî bi xwe û »divê dereng nemînin. [3859 demir_soregule] Xelkê mûsimê xwe hilanîne, perên wan di paşilên wan de ne û li vî alî û wî alî li qîzan digerin, xortên xwe dizewicînin. [3860 demir_soregule] Di van deh rojên dawî de çar qîz ji vê taxê bi xwe birine û sêyên din jî xwestine. [3861 demir_soregule] Bêguman niha li serxetê jî wext e. [3862 demir_soregule] Berî ku ji destê me here, divê em qudûman bidin ber xwe û serê wê girêbidin. [3863 demir_soregule] Ji bo ku xelk bizanibin û xwe jê vegirin« got. [3864 demir_soregule] Ebû Ferîd bi bihîstina wê yekê re, wek Seîd şaş nebû, lê dîsa jî xuya dibû ku ew jî wê gavê ne li bendî tiştekî wilo bû. [3865 demir_soregule] Germê, hîna xwe berî hemû tiştan dianî bîra wî. [3866 demir_soregule] Bêdeng guhdarî dikir û geh li dêya xwe, geh jî li Sarê dinerî. [3867 demir_soregule] Gava Ebû Ferîd li Sarê dinerî, wê xwe hinekî diqijiland, xwe biçûçik dikir û awira xwe ji a wî derdixist. [3868 demir_soregule] Ebû Ferîd zanîbû ku ew yek ji bin serê wê derketiye. [3869 demir_soregule] Wê jî ev kirin bi lebata xwe, li xwe dida der. [3870 demir_soregule] Tavilê Ebû Ferîd »baş e, ser xêrê be« got. [3871 demir_soregule] »Çi ji destê min bê, ez ê bikim. [3872 demir_soregule] Êdî wextê Seîd e. [3873 demir_soregule] A ku hûn qala wê dikin, dişa min e. [3874 demir_soregule] Ev ji bo min bextiyariyeke mezintir e«. [3875 demir_soregule] Gava Ebû Ferîd wilo got, rengê bextiyariyê di rûyê Sarê re xuya bû. [3876 demir_soregule] Hinarkên wê hêdî hêdî sortir bûn, lêvên wê qalintir û bixwîn û bigoştir bûn. [3877 demir_soregule] Bi dilgeşî li mêrê xwe dinerî û pê serbilind dibû. [3878 demir_soregule] Dixwest ku tiştekî jê bixwaze... li bendî bû... wê bîstikê gelekî dixwest ku jê re xizmetekê bike. [3879 demir_soregule] Hima çi bûya. [3880 demir_soregule] Lê »ma Seîd çi dibêje, ma we jê pirsiye?« berê xwe da dêya xwe û got. [3881 demir_soregule] »Me jê pirsî kurê min... hûn zanin got me«. [3882 demir_soregule] Ebû Ferîd li Sarê fitilî û jê pirsî, »ma Gulê wilo mezin bûye?« [3883 demir_soregule] Wek her demê, bedena wê hemû bi pirsa wî re şiyar bû û got »erê weleh, êdî jin e, gihaye. [3884 demir_soregule] Û çiqasî spêhî ye. [3885 demir_soregule] Xwedê bisitirîne, wek çinarekê ye. [3886 demir_soregule] Ne tu bîbînî Ebû Ferîd, serê wê digihije jora derî, hima bibêje wek min e«. [3887 demir_soregule] Dilê wê tê de hebû ku Gulê hinekî din jî bi pesinîne, lê Xanimê gotin ji devê wê girt. [3888 demir_soregule] »Lê Seîd heta ez nebînim, nabe dibêje. [3889 demir_soregule] Em ê wek wî bikin. [3890 demir_soregule] Divê tu di van çend rojan de pasewanê jê re derxî. [3891 demir_soregule] Bila here serxetê, wê bibîne û vegere. [3892 demir_soregule] Divê em dereng nemînin. [3893 demir_soregule] ku qîz mezin dibin, dibin wek fêkiyê di dareke ber rê de, xwazgîniyên wan pir dibin«. [3894 demir_soregule] »Baş e. [3895 demir_soregule] Dîtin, xebera wî ye, bila hevdu bibînin. [3896 demir_soregule] Dostekî min heye, di hukûmetê de xurt e, ez ê jê tika bikim, min naşikîne. [3897 demir_soregule] Do li ba min bû. [3898 demir_soregule] Çi pere lê herin, ez ê bidim. [3899 demir_soregule] Ez ê bikim ku zû çêbike« Ebû Ferîd got û bêyî ku gotina xwe bibire, dîsa fitilî ser Sarê û »ma te li ber guhên dê û bavê xwe jî xistiye Sarê«. [3900 demir_soregule] »Na weleh. [3901 demir_soregule] Min îro ji jinapa xwe re gotiye û hew.« [3902 demir_soregule] »Te baş kiriye«. [3903 demir_soregule] »Min xwest ez pêşî ji we re bibêjim« bi serbilindî got. [3904 demir_soregule] Xanimê sûretê Gulê ji paşila xwe derxist, pêşî, dîsa wê bi xwe hinekî lê nerî, pesinand û dû re jî da destê wî û »tu ka lê binere kurê min. [3905 demir_soregule] Xwedê bisitirîne, wek hîvê ye« got. [3906 demir_soregule] Ebû Ferîd rahişt sûret û lê nerî. [3907 demir_soregule] Bi serê xwe rastiya gotina wê diyar kir. [3908 demir_soregule] Dû re got »wilo ye, xwedê bisitirîne, delal xuyaye. [3909 demir_soregule] Ez ê di çend rojan de pasewanê çareser bikim. [3910 demir_soregule] Lê ma tu ji bavê min re nabêjî? [3911 demir_soregule] Divê bizanibe bê em dixwazin çi bikin. [3912 demir_soregule] Heger ku em wî zû pê nehisînin, wê pir li ber xwe keve. [3913 demir_soregule] Ez dixwazim berî ku em tiştinan bikin, em jê re bibêjin û guhdar bikin bê ka ew çi dibêje«. [3914 demir_soregule] »Ez ê îşev jê re bibêjim kurê min. [3915 demir_soregule] Ji xwe ma wê rebeno çi bibêje, destên xwe ji kar û barên dinyê kişandine. [3916 demir_soregule] Lê xebera te ye, divê em wî zû bi mexseda dilê xwe bihisînin. [3917 demir_soregule] Ez ê êvarê jê re bibêjim«. [3918 demir_soregule] Wilo li hevdu kirin û serast kirin. [3919 demir_soregule] Tiştekî ku diviyabû bikin û ne fikirîbûn, nema bû. [3920 demir_soregule] Tiştê ku mabû, hew wê kalê bavê malê pê bihisandina û gotina destûra wî jê bigirtina. [3921 demir_soregule] Ew jî êvarê... [3922 demir_soregule] Esir bû. [3923 demir_soregule] Sî dadigeriya devê çeman, best û newalan û kuçe û meydanên bajaran. [3924 demir_soregule] Bêhna avê û daran ji hêla barajê ve diket ber bê û hêdî hêdî bi ser bajêr de dihat. [3925 demir_soregule] Germa kamax şkestibû. [3926 demir_soregule] Lebat ketibû xelkê, diçûn çar aliyan û li hev digeriyan. [3927 demir_soregule] Çûk derdiketin nêçîra piştî nîro a dawî. [3928 demir_soregule] Zarok ji bo lîstikê derdiketin kuçan. [3929 demir_soregule] Qîz derdiketin ser xaniyan, ber deriyan û xort derdiketin tolaziyan. [3930 demir_soregule] Sêvê, şevbuhêrkên êvaran û hatina ji bo firavînên xweş ne tê de, piştî bûkaniya xwe, cara sêyem bû ku dihat serdana mala bavê xwe a qet nebe ji bo şevekê û du rojan. [3931 demir_soregule] Dor mehekê çebûbû ku gihabû Xalitê Kevanan. [3932 demir_soregule] Dor bêriyan Xalit hatibû ew danîbû mala bavê wê û ew bi xwe çûbû bajêr. [3933 demir_soregule] Li Sêvê xuya dibû ku jîna wê ya nû lê hatiye û dilgeş e. [3934 demir_soregule] Bûbû wek rihana ku di hênikaya dahnê êvarê de nû bê avdan. [3935 demir_soregule] Reng û hilm û bêhn jê difûriyan. [3936 demir_soregule] Êdî can û jînê di bin çermê wê yê teze de diçirisandin. [3937 demir_soregule] Ji xwe kincên wê yên spehî û zêrên di stûyê wê û di destên wê de, spehîbûneke cuda didanê. [3938 demir_soregule] Xemla bûkaniyê, li qîzên ba me, wek spehîbûna ku gulên daran didin daran e. [3939 demir_soregule] Çav her dixwazin wan bibînin û dilan bi spehîbûna wan geş bikin. [3940 demir_soregule] Dewlemendiya wê bênhfirehiya ku bi zewacê re di bedena wê de peyde bûbû, îcar eşkeretir bûbû. [3941 demir_soregule] Hêdîtir radibû û rûdinişt, hêdîtir diaxivî û bi giramgirî guhdarî dikir. [3942 demir_soregule] Kenê wê... ji xwe ew jî êdî wek ê mezinan pir bi aqilî bû û pir ji dil bû. [3943 demir_soregule] Dilovaniya ku bi razîbûna ji jîna xwe bidest xistibû, di gotinên wê û lebata wê de pirtir û eşkeretir bûbû. [3944 demir_soregule] Rengê rûyê wê xweştir bûbû û xwêya pîrekî bêtir tê re xuya dikir; hinarkên wê sortir bûbûn û lêvên wê qalindtir bûbûn. [3945 demir_soregule] Xuya dibû ku hedanî û xweşiyeke bêhempa ketibû bedena wê û tê de mabû. [3946 demir_soregule] Bextiyarî jê difûriya. [3947 demir_soregule] Xalit gelek xweşî û pîrekî anîbû bîra wê, ew fêr kiribû û wê bi xwe jî, hemû, bi pûteyî di bedena xwe de hûnabû. [3948 demir_soregule] Gava Gulê ew wilo hêsan, bextiyar û dilgeş didît, dilê wê gelekî dibijiya bûkaniyê. [3949 demir_soregule] Ji xwe re »gelo rojek heye ku ez jî...« [3950 demir_soregule] Tavilê Sêvê, bi wê bextiyarî û hêsaniya ku piştî ragirtina azweriya temenê ciwan... a rastî bi wê aşî û hedaniya dilgeş a ku hew dikare bi zewacê di bedena qîzên ba me de peyde bibe, rabû, xwe hinekî bi qapanî li ba kir û çû aşxanê. [3951 demir_soregule] Bi rê de »mirov çi tî dibe« got û hinekî beşişî. [3952 demir_soregule] Gulê xwe negirt, rabû û da dû. [3953 demir_soregule] Dîsa kirasê wê yê sor yê hevrêşim lê bû, bi dû de lerizî û lîst. [3954 demir_soregule] Bêyî ku axavtinê bi tu peyvên din veke û lê bifitile, ji Sêvê pirsî bê ma zewac xweş e, tiştekî çawa ye. [3955 demir_soregule] Sêvê, bi awayekî bêşik »pir xweş e xuşkê« got û bi dilgeşî beşişî û wek yeke mêvan, bi awayekî ne ewle li dora xwe nerî. [3956 demir_soregule] Wek ku ew aşxane baş nasnedikir, nerî. [3957 demir_soregule] Êdî bi lebata xwe dida der ku ne yeke ji malê ye, mêvan e û li mala xwe pir dilgeş e, jîn li mala wê pir xweştir e. [3958 demir_soregule] Stiyê, ji xwe bi xwe re »ez ê dereng bikevim« got û rabû çû aşxanê; dît ku Gulê û Sêvê bi dilê bextiyar bi hevdu re diaxivin û dibeşişin. [3959 demir_soregule] Dilê wê hat givaştin. [3960 demir_soregule] Ên wê yên din hatin bîra wê. [3961 demir_soregule] »Mala min şewitî, niha xuşkên we yên din jî li malê bûna wê çi xweş bûya. [3962 demir_soregule] Medîna reben ji kengî ve nehatiye. [3963 demir_soregule] Nehat Sarê jî nedît. [3964 demir_soregule] Qet neba gerek bikarîba bihata daweta Sêva min. [3965 demir_soregule] Bextê min ê reş ku qîzên min wilo dûrî min ketin, hew Sêva min tenê li ba min ma« got û bi hezkirin û dilovanî destê xwe di ser rûyê wê yê teze re bir û anî û pê re beşişî û »maşeleh Sêva min bûye wek gilokeke rengîn, wek guleke buharê... xwedê te ji çavan bisitirîne keça min« got. [3966 demir_soregule] Gulê xwe avêt nav axavtinê û bi kenekî nîvşermokî, lê bi bextiyarî, »ez bi xwe jî, ez ê dûr nekevim... ez soza xwedê didim dêya xwe... ez ê nêzîkî dêya xwe bimînim û ez ê dûr neçim« got û xwe nêzîkî destê dêya xwe kir. [3967 demir_soregule] Dixwest ku wê jî bifirkîne, bi wê jî şa bibe. [3968 demir_soregule] Ji ber nîv xiroşa ku girtibû bedena wê, bêdeng bû, lê diranên wê di devê wê de sipî dikirin, dibeşişî. [3969 demir_soregule] Dixwest ku rastiyeke sedema kêfxweşiyê di gotina wê de bibîne û pê şa bibe. [3970 demir_soregule] Sêvê bi nazdarî xwe nêzîkî dêya xwe kir û »ma tu dizanî yadê... Gula me jî ji xwe re yek diye, xortekî baş e û pir şêrîn e, herduyan li ser hevdu ruh û can avêtine« got. [3971 demir_soregule] Gulê li hember gotina wê derneket, lê bi awayekî nivşermok xwe hinekî din jî bi ser dêya xwe de tewand. [3972 demir_soregule] Stiyê, hinekî bi şik, wek ku bibêje »adet e, divê ew û hin hevdu bibînin« li wan nerî, lê dîsa jî pir guh neda wê gotinê, hew bi dilovanî pê re beşişî û »xwedê te bisitirîne keça min. [3973 demir_soregule] Xwedê yekî li gor dilê te bike para te û nesîbê te li cîhekî dûr nexe. [3974 demir_soregule] Tu dibînî, Sara reben çû heta nav dewleteke din, xwezî ew jî li vir bûya! [3975 demir_soregule] Gelo niha çi dike!« got. [3976 demir_soregule] Lê, ne dereng lerz û zinginiya dêngê peyva »Gulê jî ji xwe re yek diye, herduyan li ser hevdu ruh û can avêtine« ji guhên wê çû ser mejiyê wê. [3977 demir_soregule] Hat bîra wê ku divê dê, bi tiştên qîzan ên wilo bihisin û wan ji her babet xeterên di wê derheqê de biparêzin. [3978 demir_soregule] Ciwan û nezan in, heger bi nav de herin, hetiketiya dinyê ye! [3979 demir_soregule] Ji bo tedbîra ku tu hetîketî neyên serê wan, divê bi gotinê bala qîzê bide kirinên wê. [3980 demir_soregule] Du dilî bû. [3981 demir_soregule] Diviyabû çi bike û çi neke. [3982 demir_soregule] Him ne qebhet bû ku mirov û hin hevdu bibînin û him jî xeterek di wê kirinê de hebû. [3983 demir_soregule] A dawî a ji bo wê rast bû. [3984 demir_soregule] Wilo bawer dikir. [3985 demir_soregule] Heger îcar bi dû re tiştek bihata serê qîzê, wê xwe çawa ji nav lepên Hecî Elî xelas bikira. [3986 demir_soregule] Îfade ji tiştên wilo re tune bûn! [3987 demir_soregule] Hat bîra wê ku dê, berpirsyarên tiştên ku dikarin bên serê qîzan in. [3988 demir_soregule] Divê bikaribin berî ku bibin, bibînin. [3989 demir_soregule] Tavilê dîsa berê xwe da Gulê û bêyî ku ew bi xwe ji gotina xwe bawer bike »te kî diye Gulê, bi xortên xelkê re nekeve tu bazaran. [3990 demir_soregule] Welehî heger bavê te bibihîze, wê qeziyên te jêbike. [3991 demir_soregule] Bila tu kirinên te yên wilo nekevin ser zimanê xelkê, em ê bihetikin«. [3992 demir_soregule] Gulê, hinekî bi şermokî »yadê me...« got, lê Sêvê nehişt ku ji wilo bêtir bibêje. [3993 demir_soregule] Wê bi xwe gotin girt. [3994 demir_soregule] »Tiştekî ku hinek pê bihetikin nebûye. [3995 demir_soregule] Ma min û Xalit hevdu dît, hûn hetikîn. [3996 demir_soregule] Ma ne hemû tişt bi serbilindî bûn. [3997 demir_soregule] Êdî wext wilo dixwaze yadê. [3998 demir_soregule] Gulê diçe dibistanê, bi sedan xortên spehî jî li wir hene. [3999 demir_soregule] Ma heger ew û yek ji wan hevdu biecibînin ne baş e«. [4000 demir_soregule] Stiyê »keça min xelk...« got lê Sêvê gotina wê birî. [4001 demir_soregule] »Him qîz û him jî xortên xelkê jî wilo dikin. [4002 demir_soregule] Ez dizanim bê qîzên xelkê jî çawa bi dû xortan dikevin û diçin civanên wan. [4003 demir_soregule] Lê ên xwe ji bîra dikin û paşgotiniya ên xelkê dikin. [4004 demir_soregule] Lê qîzên te, te qet fedîkar dernaxin yadê, dilsafî û ewle be. [4005 demir_soregule] Ma min û Xalit hûn fedîkar derxistin? [4006 demir_soregule] Ma ne min û wî hevdu dît? [4007 demir_soregule] Gulê jî wek min e. [4008 demir_soregule] Yekî baş ji xwe re diye. [4009 demir_soregule] Min jî ew diyê, ez wî nas dikim, xortekî bedew e« got û milê Stiyê hinekî firkand. [4010 demir_soregule] Aş bûbû. [4011 demir_soregule] Sêvê ew razî kiribû. [4012 demir_soregule] Gulê bi awiran kêfxweşiya xwe ji Sêvê re diyar dikir. [4013 demir_soregule] Tavilê Sêvê, »te qala Sarê dikir yadê« got û mijara axavtinê guhert. [4014 demir_soregule] »Erê welehî... min qala Sarê dikir keça min... ew çû dewleteke din. [4015 demir_soregule] Em hevdu bi salan nabînin. [4016 demir_soregule] Nizanim bê niha çi dike«. [4017 demir_soregule] Êvarê, hîna berî şîvê, malbata Şemê dîsa li hevdu civiya. [4018 demir_soregule] Tu kesên kêm tune bûn. [4019 demir_soregule] Êvareke xweş bi dû rojeke dijwar de hatibû. [4020 demir_soregule] Kêm caran wilo dibû. [4021 demir_soregule] Êdî ew bayê navrojê haş bûbû, toz û tirabêlk ji ser bajêr çûbû û dinya hênik bûbû. [4022 demir_soregule] Wê êvarê, bêhna dar û bexçan, av û êvarên çiyan û axa hênik ji hêla serxetê bi hewayê ketibû û bi ser Qamîşlokê de difûriya. [4023 demir_soregule] Çendak bû, ku bêhna şewatê di hewa herdu bajaran de bû. [4024 demir_soregule] Cendirman dîsa agir berdabûn pûş û pelaxê nav maînan û bêhneke tûj bi hewê xistibûn. [4025 demir_soregule] Her salê ji bo ku starê û mecala xweveşartinê nede tu kesan, wilo dikirin. [4026 demir_soregule] Lê wê êvarê êdî bêhna dinyayê xweştir bû. [4027 demir_soregule] Ne ji bo mirovan tenê wilo bû. [4028 demir_soregule] Xuya ye heywan û kêzik baştir pê dizanin. [4029 demir_soregule] Ji ber ku bêhna şewatê tirsa mirinê dide wan. [4030 demir_soregule] Ew jî wan çend rojan bêdeng bûbûn. [4031 demir_soregule] Lê wê êvarê çend çirçirkan li pişt xênî, dest pê kiribûn û di nav her babet dengan re, dengê xwe bilind û zîz dikirin û malên dor hêlê hemû bi xwe dihisandin. [4032 demir_soregule] Çûk ji nêçîra piştî nîro vegeriyabûn û li ser herdu tûyan bi bextiyarî dixwendin û diqîjiyan. [4033 demir_soregule] Carnan, kifş dibû ku hin ji wan pevçûnan li ser cîhê ku wê şevê lê bibuhêrin dikin. [4034 demir_soregule] Divê şaxê her yekî ji wan kifş be û xwe lê ragire, lê ew jî carnan wek me mirovan tên û hevdu derdikin û dikevin dewsa hevdu. [4035 demir_soregule] Lê ew şerê wan bi xwe, pir nakişînê. [4036 demir_soregule] Heta ku şev tarî dibe û reş dikeve erdê, hemû nakokiyên di nav xwe de çareser dikin û bêdeng û aram li cîhê xwe radiwestin. [4037 demir_soregule] Sibê, dîsa yek celeb in, bê pêvçûn dest bi rojê û nêçîrê dikin. [4038 demir_soregule] Qijaka bêhnteng, êdî bêdeng bûbû, pêjina wê ji tu deran nedihat. [4039 demir_soregule] Dengê pevçûnê ji mala Çolo dihat. [4040 demir_soregule] Dengê gazin û giriyê wan û ê zarokan tev hev dibû. [4041 demir_soregule] Xuya bû ku li herdu jinên xwe dix-ist. [4042 demir_soregule] Sarê dest bi karê anîna şîvê kiribû. [4043 demir_soregule] Wek dema kevanî rojên şahiyan dikin, dipekiya bi vir de û bi wir de. [4044 demir_soregule] Bi kêf bû, beşişandineke şermok li ser dev û lêvên wê bû. [4045 demir_soregule] Seîd li tenişta bavê xwe bû, hinekî bi raman û bi mitale bû. [4046 demir_soregule] Gelek tiştên ku tê biramiya hebûn. [4047 demir_soregule] Lê wê êvarê, mereqa bê Gulê qîzeke çawa ye, bi çi raman û bi çi zahrî ye, daketibû ser mejiyê wî û ew mijûl dikir. [4048 demir_soregule] Xuya dibû ku serê xwe bi bûyerê baş diêşîne û ku di wê derheqê de, ji malbatê hinekî şerm jî dike. [4049 demir_soregule] Zanîbû ku wê ev qal û bahs îcar li nav malbatê vebe û bigere. [4050 demir_soregule] Gava biaxivin, wê carê hin ji wan awira xwe ji ser hevdu bibin, wek ku bibêjin »ev şêwir hemû ji bo te ye« û di bin çavan re li wî binerin. [4051 demir_soregule] Her ku lê binerin, ew ê fedî bike û serê xwe têxe ber xwe. [4052 demir_soregule] Tiştekî ku bigota jî tune bû. [4053 demir_soregule] Wî, a xwe gotibû. [4054 demir_soregule] Hew divê êdî guhdar bike û xwêdanê ji xwe zuwa bike. [4055 demir_soregule] Digiha baweriya ku rewşeke wilo, ne rewşeke ku mirovên biaqil pê qaîl bibin e. [4056 demir_soregule] Seîd wê êvarê wilo kir. [4057 demir_soregule] Kevçî ji devê wî de ket ne ket, »li min bibuhurin, weleh karekî min heye, divê ez herim« got û da xwe. [4058 demir_soregule] Hiso »tu zanî kurê min, oxir be« got. [4059 demir_soregule] Lê ên ku mesele zanîbûn, zanîbûn bê ji bo çi wilo ecele kir û çû. [4060 demir_soregule] Bê deng bi dû wî de nerîn û beşişîn. [4061 demir_soregule] Piştî şîvê, gava êdî bû çaxê rûniştinê û paldan û axavtinê, gava dor hat şêwran, biryaran û lihevduragirtinê, malbat wek her êvarê hêdî hêdî hilkişiya nav hênikayiya ser xênî, cîhê şevbuhêrkê û rûniştinê. [4062 demir_soregule] Bayekî nerm û hênik û bêhnxweş ji hêla serxetê dihat û diherikî ber bi taxên başûr de. [4063 demir_soregule] Lerzeke dengxweş ketibû pelên herdu tûyan. [4064 demir_soregule] Wê êvarê, şevbuherkên ser xaniyan xweş bûn. [4065 demir_soregule] Ji dermanan re jî pêşî tune bûn. [4066 demir_soregule] Li taxa jêra wan dengê amadekariya li darxistina dîlanê dihat. [4067 demir_soregule] Li taxa jêrtir, Seîd Ûsif dîlan gerandibû. [4068 demir_soregule] Ji hewşa mala Çolo hîna jî kaz kaza herdu jin û zarokên wî dihat. [4069 demir_soregule] Ji radîoya wî kifş dibû ku ew bi xwe li ser xênî bû, li deverinan digeriya, di ser îstasyonên cuda re diçû û dihat, lê a xwe peyde nedikir. [4070 demir_soregule] Carê di navnan re dengê xwe li wan hildida û »de bes e... ez ê dîsa bêm we ha« digot û disa digeriya. [4071 demir_soregule] Hiso dît ku mêvanên mala Birkê hene, hîna şîv dixwarin. [4072 demir_soregule] Ji her hawên wan dihat famkirin ku serxetî ne. [4073 demir_soregule] »Mêvanên te bixêrê hatine Birkê, afiyet be ji we re« Hiso got. [4074 demir_soregule] »Xêra xwedê li te be Hiso. [4075 demir_soregule] Pismamên min in, ji jor in«. [4076 demir_soregule] Hiso, »de baş e, xwedê bi wan re be« got, li ser doşekê rûnişt û li hewê ponijî. [4077 demir_soregule] Piştî bêhnekê, »îşev ser xaniyan xweş e« got. [4078 demir_soregule] Ebû Ferîd û Xanimê herduyan bi hevdu re »erê welehî, dinya hênik e, wek êvareke payîzê ye« gotin. [4079 demir_soregule] Hiso, »bêhneke xweş ketiye hewê« got û cîhê xwe xweş kir. [4080 demir_soregule] Xanimê cîhê xwe li pêşberî wî xweş kir û mesele jê re vekir. [4081 demir_soregule] Mexseda dilê xwe û malbatê ji serî ve jê re got û eşkere kir. [4082 demir_soregule] Kêfeke nerm girt ser rûyê wî. [4083 demir_soregule] Qermîçonkên di rûyê wî de, bi kenê kêfa ku girtibû rûyê wî, ber bi hevdu de dihatin û nav wan kûrtir û reştir dikir. [4084 demir_soregule] Serê xwe dihejand û guhdarî dikir. [4085 demir_soregule] Piştî ku Xanimê gotina xwe got, dor hat wî û li Ebû Ferîd fitilî: »ma tu çi dibêjî kurê min?« got. [4086 demir_soregule] »Gotina dawî a te ye yabo. [4087 demir_soregule] Tu çawa bibêjî, em ê wilo bikin.« [4088 demir_soregule] »Ma hûn berê neaxivîne?« [4089 demir_soregule] »Belê welehî. [4090 demir_soregule] Îro navrojê ji min re gotin, min jî got baş e, lê em ê ji bavê min bipirsin. [4091 demir_soregule] Ji ber vê yekê, em bi te dişêwirin. [4092 demir_soregule] Tu çi bibêjî, em ê wek te bikin.« [4093 demir_soregule] Wê bîstikê, Sarê bi termosê ava sar hat ser xênî. [4094 demir_soregule] Termos danî ortê, nêzîkî destê Ebû Ferîd û xwe li tenişta Xanimê, hêdîka berda erdê. [4095 demir_soregule] Hiso, bêyî ku biaxive, destê xwe ber bi avê de dirêj kir û av xwest. [4096 demir_soregule] Ebû Ferîd tasek jê re dagirt û da destê wî. [4097 demir_soregule] Bi ser xwe dakir û keserek veda. [4098 demir_soregule] Qewet û desthilata wî ya berê hat bîra wî. [4099 demir_soregule] Tê derdixist ku êdî hemû çûye heliya ye, bi salan re hilweşiya ye. [4100 demir_soregule] Lê xwe zû da ser hevdu, hat bîra wî ku tu kesan destên xwe dirêjî desthilata wî nekiriye, wî bi xwe, ji ber xwe ve berdaye û got »kurê min, ji bo ku tu bi min dişêwirî, xwedê karê te li hev rast bîne. [4101 demir_soregule] Lê tu zanî ku ez mezin bûme, min karên dinyê hemû sipartine te. [4102 demir_soregule] Lê heger gotina min ji we re pêwîst e, hûn li hevdu bikin, ez jî bi we re. [4103 demir_soregule] Hûn çi rêyê bidin ber min û xwe, ez ê wek we bikim. [4104 demir_soregule] Hecî Elî di wextê xwe de wek birayekî min bû. [4105 demir_soregule] Ez pir jê hez dikim. [4106 demir_soregule] Tu birayên min tune bûn, lê piştî ku min û Hecî Elî hevdu nas kir, min zanîbû ku êdî ez ne tenê me. [4107 demir_soregule] Wek birayê min ê biçûk bû. [4108 demir_soregule] Xwedê dizanê ku ez jî birayê wî yê mezin bûm, min wilo jê hez dikir. [4109 demir_soregule] Ji xwe piştî ku Sarê bû bûka me û em bûn merevên hevdu, her ku ez radibim û rûdinim, ez duan ji wan re dikim. [4110 demir_soregule] (Sarê bi dengekî nizm got »xwedê ji te razî be apo«). [4111 demir_soregule] Em tu caran lê poşman nebûne. [4112 demir_soregule] Wek desmaleke ser destan e. [4113 demir_soregule] Qîza camêran e, serê me ji ber bilind e. [4114 demir_soregule] (»tu ji camêriya xwe dibêjî apo« Sarê di ber axavtina wî re got) Tiştê ku em hemû dixwazin, ku bûkeke me ya din jî wilo hebe ye. [4115 demir_soregule] Bifikirin ku niha bêbaveke rûşuştî di vê malêde bûya, bê wê halê me çi hal bûya. [4116 demir_soregule] Na gidî na! [4117 demir_soregule] Xwedê mirov ji bûkên xerab bisitirîne, xwedê merevantiya mirov bi bêbavan re li dar nexe. [4118 demir_soregule] We vê evarê pir kêfa min anî. [4119 demir_soregule] Heger hûn ji min dipirsin, ev yek her li pêşiya me ye. [4120 demir_soregule] Îcar xwe sist nekin û tiştê ku Hecî bibêje, wek wî bikin, texsîr nekin. [4121 demir_soregule] Lê ma Seîd çi dibêje?« [4122 demir_soregule] »Dêya min îro navrojê jê re gotibû, bi kêfa wî bû.« [4123 demir_soregule] »Madem wilo ye texsîr nekin kurê min, gelekî baş e.« [4124 demir_soregule] »Baş e yabo. [4125 demir_soregule] Madem bi kêfa te jî ye, çi lazim be ez ê bikim.« [4126 demir_soregule] »Bike kurê min, bike, texsîr neke.« [4127 demir_soregule] Ebû Ferîd, »baş e yabo, tu mereqan nexwe« got û li zarokan fitilî »hûn nerin li derve bi zimanê xwe nexelitin û ji xelkê re nebêjin ha.« [4128 demir_soregule] Herduyan bi hevdu re »na yabo ez nabêjim« gotin. [4129 demir_soregule] Xanimê jî xwe avêt nav û got »erê welehî. [4130 demir_soregule] Ka heta em binerin bê xwedê çawa dike. [4131 demir_soregule] Piştî ku me bi rastî xwest, hûn karin bibêjin«. [4132 demir_soregule] Wilo li hevdu kirin. [4133 demir_soregule] Şevbuhêrka xwe hemû bi axavtin û şêwira di wê derheqê de buhartin. [4134 demir_soregule] Kêfxweşiyeke bêdawî ketibû dilê wan. [4135 demir_soregule] Di ser û binê axavtina xwe de, Hecî Elî û Stiya kevaniya wî dipesinandin, Sarê dipesinandin û cîh di dilê xwe de nedidan tu şikan ku wê bûka wan a nû jî, ne yeke wek wê be. [4136 demir_soregule] Heger ku kihêleke wek Sarê bûka mirov be, mirov dê bixwaze ku sed bûkên mirov ên din jî wek wê hebin. [4137 demir_soregule] Sarê bi serbilindî guhdarî dikir. [4138 demir_soregule] Gelekî bextiyar bûbû, dilgeş bûbû. [4139 demir_soregule] Rojên ku dil bi bextiyariyê dagirtîne, merdî, dilovanî û hêvî jî di dilan de bê dawî ne. [4140 demir_soregule] Geh radibû tirî dianî, geh şebeş hûrdikir û dianî û geh jî petêx dianî. [4141 demir_soregule] Dixwest tiştên di malê de, hemûyan wê şevê pêşkêşî malbatê bike. [4142 demir_soregule] Mala Şemê wê êvarê gelek tişt ji hevdu re gotin, lê hemû tiştên ku dixwestin ji hevdu re bibêjin, dîsa jî xelas nekirin. [4143 demir_soregule] Ji bo razanê ji ber hevdu rabûn. [4144 demir_soregule] Seîd jî wî çaxî hat. [4145 demir_soregule] Êdî şêwir belav bûbû, malbat hêdî hêdî diçû ser nivînan. [4146 demir_soregule] Dengê Ebû Ferîd ji nav nivînan hat: »Seîd, heger tu sibe dor bêriyan bê dikanê tu dê baş bikî. [4147 demir_soregule] Hinek karê min ji bo wê meselê heye, ez ê saetekê duduyan derkevim, divê tu li ber dikanê bî« got. [4148 demir_soregule] »Baş e, ez ê sibe bêm«. [4149 demir_soregule] Xanimê xwe ji nav nivînên xwe tev li axavtinê kir: »erê kurê min erê, sibe karê birê te heye, tu here wir, heta ew vegere, tu li ber dikanê be«. [4150 demir_soregule] »Baş e yadê. [4151 demir_soregule] Heger ez di xewê de bimînim, min rake«. [4152 demir_soregule] »Baş e kurê min, baş e, ez ê te rakim«. [4153 demir_soregule] »De xwedê rehetiyê bide we hemûyan, heta sibehê xwedê mezin e« Hiso ji aliyê din got û bêdengiya razanê di nav malbatê de ava kir. [4154 demir_soregule] Roja din, wek ku li hevdu kiribûn, nebû. [4155 demir_soregule] Silo, Seîd hinekî dereng xist. [4156 demir_soregule] Incex berî nîro çû giha ba Ebû Ferîd. [4157 demir_soregule] Hima çû neçû, ew ji bo karê paswanê derket, çû. [4158 demir_soregule] Ebû Ferîd li daîrên hukûmetê gelek nasnedikirin, lê dostekî wî yê ku her kar ji destên wî dihatin hebû. [4159 demir_soregule] Yekî Helebî bû. [4160 demir_soregule] Navê wî Ebû Merwan bû. [4161 demir_soregule] Bi munasebeta ku Ebû Ferîd carê diçû mal ji dikana birayê wî dikirî, ew nas kiribû. [4162 demir_soregule] Hîna berî bi çar salan bû, rojekê gava li dikana birayê wî mal dida ser hevdu, birayê wî hatibû jê pirsîbû bê ma ji ku ye. [4163 demir_soregule] Gava »ez ji Qamîşlo me« gotibû, mêrikê xort, »bi heqê xwedê min zanîbû tu ji wir î. [4164 demir_soregule] Kifş e ku tu ji wir î. [4165 demir_soregule] Birayê min ê mezin jî li wir e, ez ê kaxetekê bidim te, here ba wî, hevdu nas bikin, belkî rojekê karên te li ba wî derkevin û ji te re lazim bibe« gotibû. [4166 demir_soregule] Ebû Ferîd bi a wî kiribû û dema vegeriyabû malê, rojekê çûbû ba birayê wî. [4167 demir_soregule] Gava ew dîtibû, ji çavên xwe bawer nekiribû. [4168 demir_soregule] Ser milên wî tije stêrik bûn. [4169 demir_soregule] »Bavo ev mirovekî pir mezin e, heger dostekî mirov ê wilo hebe, pişta mirov li tahtê ye« ji xwe bi xwe re gotibû. [4170 demir_soregule] Ji wê rojê ve dostên hev in. [4171 demir_soregule] Ebû Ferîd bêyî wî naçe Helebê. [4172 demir_soregule] Diçe li tembî û qewîtiyên wî dipirse. [4173 demir_soregule] Silav û kelamên wî dibe. [4174 demir_soregule] Her carê, ji bo ku ji bêgavî rêya xwe bi dikana birayê wî bixe, nameyekê jî pê re rê dike. [4175 demir_soregule] Bi kêfxweşî dibe. [4176 demir_soregule] Û çi gava ku birayê wî li Helebê namê vedike û dixwîne, jê re, »Ebû Merwan tembiya ku ez malê baş û erzan bidim te kiriye« dibêje. [4177 demir_soregule] Bi dû re jî, wek her carê, ji bo ku dîsa negotî nemîne, »ehlen we sehlen ya muhterem, ya Ebû Ferîd« dibêje. [4178 demir_soregule] Rîtualên dostaniya wan, wilo pirhêl û bi çiv û manê bûn. [4179 demir_soregule] Ebû Merwan hostê lidarxistina her babet kar û pêwendî û dostaniyan bû. [4180 demir_soregule] Ji wê roja pêşî ve çi dema ku karên Ebû Ferîd diketin aliyê hukumetê, pêşî diçû ba wî. [4181 demir_soregule] Çend carên din jî gava karên wî yên wilo ketibûn aliyê wî, qet texsîr nekiribû. [4182 demir_soregule] Ên li ber destên wî û di bin wî re, kaxetên wî ji destên hevdu revandibûn û gerandibûn. [4183 demir_soregule] Di dema ku gotibû de xelas kiribûn û dabûn destê wî. [4184 demir_soregule] Ji ber wê yekê, Ebû Ferîd di derheqa karê paswanê de bêxem bû. [4185 demir_soregule] Karekî wek karê derxistina paswanekê, ji bo Ebû Merwan, wek vexwarina gulpeke ava sar hêsan bû. [4186 demir_soregule] Ebû Ferîd rast çû ba Ebû Merwan. [4187 demir_soregule] Li hêwana mezin lê pirsî. [4188 demir_soregule] Ebû Nezîrê ber destan, »li cîhê xwe rûniştiye, welehî şensê te heye, niha nû hat rûnişt« got û da pêşiya wî. [4189 demir_soregule] Dema Ebû Merwan ew dît, xêrhatineke germ lê kir û cîhê rûniştinê şanî wî kir. [4190 demir_soregule] Piştî lihevdupirsîneke kurt, dema Ebû Ferîd jê re eşkere kir bê ji bo çi karî hatiye, »ser serê min û ser çavên min. [4191 demir_soregule] Xizmetkarî ji muhteremekî wek te re şeref e, tu çaya xwe vexwe û here karê xwe. [4192 demir_soregule] Ez karê te dimeşînim û dû re li te digerim. [4193 demir_soregule] Îro çû, lê hefteya ku bê, ebeden«. [4194 demir_soregule] Ebû Ferîd, »xwedê karê te rast bike. [4195 demir_soregule] Lê carê dema tu vala bibî, serekî bide min. [4196 demir_soregule] Heger hewcedariyeke te derkeve û tu neyê ba min, dostaniya min û te xelas dibe ha!« got û rabû ser xwe. [4197 demir_soregule] »Ebeden, Ebû Ferîd, ma em dostên hevdu ên çi ne!« [4198 demir_soregule] Ebû Ferîd li pêyan, bi dostanî lê dinerî û bi bextiyarî dibeşişî... Dû re destê wî hişk girt û hejand, »de bi xatirê te Ebû Merwan... lê bike ku tu me zû bi rê bikî, heyrana çavên te«. [4199 demir_soregule] »Ebeden, Ebû Ferîd, tu mereqan nexwe, îro çû, lê hefteya ku bê, ebeden.« [4200 demir_soregule] »De bi xatirê te Ebû Merwan.« [4201 demir_soregule] »Oxir be.« [4202 demir_soregule] Ebû Ferîd piştrast çû malê. [4203 demir_soregule] Rewşa kar ji maliyan re got. [4204 demir_soregule] Bi bawerî û hêvî bû. [4205 demir_soregule] Heçê Ebû Merwan bû, karîbû hemû tiştan bike. [4206 demir_soregule] Karîbû şîrê şêr di eyarê şêr de bîne. [4207 demir_soregule] Dor deh salên wî li Qamîşlokê çêbûbûn û gelek dostên wî yên wek Ebû Ferîd hebûn. [4208 demir_soregule] Di wan deh salan de, ew û xelkê wir bi hevdu re ketibûn nav bazar û pêwendiyên ecêb û pirhêl. [4209 demir_soregule] Dînê wî pere bûn, îmana wî pere bûn. [4210 demir_soregule] Hemû dan û stendinên wî li ser peran bûn. [4211 demir_soregule] Bertîlxurekî di ser wî re li dinyê tevî tune bû. [4212 demir_soregule] Tu kesê ku bertîl nedabû wî, tune bû. [4213 demir_soregule] Lê, hatiniya wî jî bi qasî pêwendiyên wî pirhêl û ji gelek tiştan bû. [4214 demir_soregule] Heta par pêrar jî, ji tûtinê bigirin heta bi fîşekan û Dolaran bi hosteyiyeke mezin û bêdeng difirotin kesên »saxlem.« Lê tiştên ne pir bi xeter, hîna jî dikirin. [4215 demir_soregule] Tirimpêla wî wek servisa wan karan bû. [4216 demir_soregule] Pişta Ebû Ferîd jê rast bû. [4217 demir_soregule] Çi bûbûya nebûya, wê Ebû Merwan karê wî bimeşanda û Seîd rêbikira Nisêbînê. [4218 demir_soregule] Wilo soz dabû. [4219 demir_soregule] Nisêbînê li ber kelê bû. [4220 demir_soregule] Bajar, li ser rojana tevrikê, hêdî hêdî dibû du beş û diketin ber hevdu. [4221 demir_soregule] Xwe ji şerekî mezin re kar dikirin. [4222 demir_soregule] Mereqeke mezin ketibû dilê hemû kesan û li bendî rojan bûn. [4223 demir_soregule] Hin jê jî bi hêviyên mezin radibûn. [4224 demir_soregule] Ên ku pir nûhatî bûn, hêviya ku wê Nisêbînê bibe cîhê çirûska pêşî ku wê şoreşa welêt li dar bixe dikirin. [4225 demir_soregule] Ji roja yekşemê pê ve, Serdar nema diçû tevrikê. [4226 demir_soregule] Deh rojan li ser havdu, bi du çawîşên cuda re çûbû. [4227 demir_soregule] Wilo li hevdu kiribûn. [4228 demir_soregule] Her ji çend xwendevanan bi yekî re diçûn. [4229 demir_soregule] Gihabûn ku topa palan li karawestandinê sor bikin, êdî hemû amade bûn. [4230 demir_soregule] Mabû organîzekirina karên pratîk. [4231 demir_soregule] Êdî ew jî bi karên organîzekirina rawestandina tevrikê a pratîk dadiket. [4232 demir_soregule] Seranserê rojan di civînan de bû, di nav şêwir û biryaran de bû. [4233 demir_soregule] Êvara çarşemê, Misto, wek ku wî û Serdar bi rojê li hevdu kiribûn, di wextê xwe de çû mala wan. [4234 demir_soregule] Hîna saet heft û tiştekî bêxêr bû. [4235 demir_soregule] Êvareke nîvhênik bû. [4236 demir_soregule] Di navnan re bayekî nerm ji hêla dahl û bexçan dihat û hênikayî di bîra xelkê dianî. [4237 demir_soregule] Ezmanê fireh çik sayî bû, gihabû ku hemû stêrikên xwe, wek çaxê ku hunermendek berhemên xwe di saloneke mezin de bi cîh dike, di xweşiya bêdengiyeke ker de bi pûteyî raxistibûn. [4238 demir_soregule] Cîhê baştirîn dabû Hirçê, her heft li ber çavan bûn. [4239 demir_soregule] Û kakêşan jî, ji seriyekî heta seriyê din raxistibû, diçirisand, di nav şemalê de bû. [4240 demir_soregule] Aşiya êvarê li ser bajarê Nisêbînê, hêdî hêdî girantir dibû. [4241 demir_soregule] Dengê straneke xemgîn ji operlorên sînema bajêr dihat, li gor bayê sist, dadiket û bilind dibû û li ser bajêr belav dibû. [4242 demir_soregule] Dengê ferûcên salê ji malên hêla rojava di-hat. [4243 demir_soregule] Kela wan jî wek a xort û xwendevanan germ bû. [4244 demir_soregule] Hîna fêr nebûbûn bê dîk kengî bandidin û kengî nadin. [4245 demir_soregule] Ji nav av û darên ber têlan jî, qur qura beqan dihat. [4246 demir_soregule] Wan jî her rojê ji êvarê ve dest pê dikirin û her ku şev kûrtir dibû, deng li hevdu bilindtir dikirin. [4247 demir_soregule] Gava lebat ji hêla Qamîşlokê ve diket hewê, dengê wan jî diket ber bê û bilindtir dibû. [4248 demir_soregule] Bayê ji wir, dengê dîlanekê jî bi xwe re dianî. [4249 demir_soregule] Ji lerz û dilgeşiya ku di dengê dengbêj de bû, dihat famkirin ku yeke mezin geriya bû. [4250 demir_soregule] Dengê civata mala Xunavê ji hewşê dihat. [4251 demir_soregule] Xuya bû ku mêvanên wan hebûn. [4252 demir_soregule] Hisê Mistê Tinatî jî, dîsa wek her êvara xwedê teypa xwe derxistibû ser xênî û dengê wê bilind kiribû. [4253 demir_soregule] Reşîto, şerê Emê Gozê digot. [4254 demir_soregule] Wê bîstikê bi xwe, ribab lal kir, naland û qulipand ser Edûla Mistefa Begê, ser wê evîndariya ku li ser bîra Hêlê dest pê dikir. [4255 demir_soregule] Mala Hisê Misto li pişt mala Gulçînê bû, deng xweştirîn dihat wan. [4256 demir_soregule] Lê taxê tevî, çi êvara ku hebû, çend saetekî li teypa wî guhdarî dikir. [4257 demir_soregule] Carekê duduyan jê re hatibû gotin ku dengê wê daxe, lê gotin bi serê wî de nediçûn, wî her wek xwe dikir. [4258 demir_soregule] Li hêla din, li mala Têliyê, bêdengî serdest bû. [4259 demir_soregule] Dema Misto hat, hîna di ser xwarinê de bûn. [4260 demir_soregule] Gulçînê di çêkirina xwarinê de dereng ketibû. [4261 demir_soregule] Hûr û rovî çêkiribûn. [4262 demir_soregule] Tu zexelî nekiribûn. [4263 demir_soregule] Di wext de li êgir kiribû, lê agir kiribû nekiribû ew hûr û ew rovî nekeliyabûn. [4264 demir_soregule] Dereng tê derxistibû ku pîr bûn, wek cilik û lastîkê bûn. [4265 demir_soregule] Valakiribûn mersefeke mezin û li hewşê danîbû ber zarokan. [4266 demir_soregule] Biçûk û mezinan bi hev re girtibûn ser. [4267 demir_soregule] Piştî mirina Ûsivo û xwarina wî, cara yekem bû ku hûr û rovî li mala wê çêdibûn û cara duyem bû ku ew bi xwe derketibû sûkê û dikanan. [4268 demir_soregule] Heta wî çaxî, Serdar û Sînemê kirîn dikirin. [4269 demir_soregule] Serdar nuxuriyê wê bû. [4270 demir_soregule] Bi dû serê wî re Sînemê dihat, çardeh kiribûn. [4271 demir_soregule] Di rastiyê de, berî wê, yeke din bi navê Sînemê hebû, hîna çaxê deh mehî bû miribû, lê ew yek ji nifûsê re negotibûn. [4272 demir_soregule] Bi dû re, ev Sînema ku niha sax e çêbûbû. [4273 demir_soregule] Îcar neçûbûn ew qeyd nekiribûn. [4274 demir_soregule] Navê a ku miribû, dabûn wê û kiribûn bedêla a din. [4275 demir_soregule] Sînemê di nifûsê de ewa din bû. [4276 demir_soregule] Ji ber wê yekê, li gor nifûsê sal û nîvekê ji rastiya temenê xwe mezintir bû, pazdeh û nîv kiribûn. [4277 demir_soregule] Dibistan ji sala pêncan terk kiribû û li malê hêdî hêdî mezin dibû. [4278 demir_soregule] Hîna di wî temenî de, dilê wê bi şermokî di Misto hebû. [4279 demir_soregule] Sînemê baş spehî bû, lê ji ber ku kêfa Misto ji navê wê re nedihat, pir guh nedidayê. [4280 demir_soregule] Him ew û him jî hîna bi wî awayê ku wê jê hez dikir, ne amade bû ku ji hinan hez bike. [4281 demir_soregule] Û nedixwest ku bi xuşka Serdar re têkeve nav pêwendiyên li gor dilê xwe. [4282 demir_soregule] Wê bi xwe dixwest ku wê bîne. [4283 demir_soregule] Wê bi xwe hîna rastiya di wê derheqê de hemû nizanîbû, lê dîsa jî evîna Misto kizînî bi dilê wê dixist. [4284 demir_soregule] Heger rewş li gor adetên serhediyan bê ravekirin, dismala xwe avêtibû stûyê beranê wî, lê wî dismala wê nedirevand. [4285 demir_soregule] Gulçînê jî pê zanîbû, dixwest ku Sînemê ji Misto re be, kêfa wê jî jê re dihat, lê malbata wî nediket serê wê. [4286 demir_soregule] Ji hemûyan hez dikir, lê ji ber qûmara bavê wî, di derheqa wan de bi tirs û şik bû. [4287 demir_soregule] Bavê wî, Osê Reş, ji qumarê pê ve tu karên din nedikirin, karê wî qumar bû. [4288 demir_soregule] Gulçînê gelek caran ji Sînemê re »keça min, Misto xortekî baş e, ez jê hez dikim, lê malbata wî!.. welehî ez ji wan jî hez dikim, ma ez ê çima derewan bikim. [4289 demir_soregule] Lê dîsa jî wan ji bîra bike keça min. [4290 demir_soregule] Dilopeke xwîna helal di rehên bedena wan de nema ye, hemû ji perên qumarê ye. [4291 demir_soregule] Ji xwe Hemê apê wî. [4292 demir_soregule] Li gor ku dibêjin, hema xwedê mirov jê bisitirîne û hew« digot. [4293 demir_soregule] Lê yek gotin ji wan gotinan nediket serê wê. [4294 demir_soregule] Her ku mezintir dibû, bêhedaniya hezkirinê jî di ber mezinbûna wê re, di dilê wê de mezintir dibû. [4295 demir_soregule] Êdî çaxê wê bû. [4296 demir_soregule] Bi dû serê wê re Cindî dihat, yazdeh sal kiribûn, wê sala pêncan bixwenda. [4297 demir_soregule] Bi dû wî re, du keçikên din hebûn: Xezalê û Zozanê. [4298 demir_soregule] Xezalê heşt û Zozanê jî penc sal kiribûn. [4299 demir_soregule] Gava Misto li derî xist û ket hewşê, Sînemê berî hemû kesan xwe da ser hev. [4300 demir_soregule] Serdar û Gulçînê, jê re cîh vekirin û »fermo Misto, were bixwe, xweş bûye« gotin. [4301 demir_soregule] Misto spasî wan kir û »bawer bin ez têr im. [4302 demir_soregule] Muxtar tawe çêkiribû, pir xweş çêkiribû, min zikê xwe da ber û kir kelek, afiyet be ji we re« got. [4303 demir_soregule] Çend carekî din jî jê re gotin, lê ji dil »na spas« got. [4304 demir_soregule] Gava kifş bû ku naxwe, Sînemê çû kursiyek jê re anî û metroyekê duduyan ji xeleka rûniştina malbatê bi wir de, li hemberî xwe jê re danî. [4305 demir_soregule] Misto zû dest bi henekan kir û geşî berda ser malbatê. [4306 demir_soregule] Gotin bir ser dêya xwe. [4307 demir_soregule] Gulçînê hinekî keniya û »ma tu diwêrî jê re bibêjî muxtar? [4308 demir_soregule] Ya tu li vir dibêjî?«. [4309 demir_soregule] »Erê çawa... berê dixeyidî û ji min re »muxtar ji bo zilaman tê gotin, hey xenzîr kurê xenzîran« digot. [4310 demir_soregule] Lê niha nerm bûye. [4311 demir_soregule] Heger mêvan tune bin, di ber xwe de çend xeberên ne ji dil ji min re dide. [4312 demir_soregule] Min ew fêr kiriye.« [4313 demir_soregule] »Ma Osê nabê çi?« [4314 demir_soregule] »Newêre di ber re bajo. [4315 demir_soregule] Gava ez wilo dibêjim kêfa wî tê, di ber xwe de dikene. [4316 demir_soregule] Ji xwe ew pir nayê malê, bi lîstika kaxetan daketiye. [4317 demir_soregule] Hevdu pir nabînin«. [4318 demir_soregule] Ên mezin hinekî di ber xwe de keniyan, lê kenê wan pir dom nekir. [4319 demir_soregule] »Welehî wê rojekê xaniyê we jî li ser bike, lê bê kîjan rojê ye« Gulçînê got. [4320 demir_soregule] »Na xanî li ser muxtar e. [4321 demir_soregule] Hevalên wî hemû dizanin ku xanî ne li ser wî ye, tu kes li ser xênî pê re nalîze. [4322 demir_soregule] Ez û apê xwe Hemo çûn yeka yek bi hevalên wî re axivîn. [4323 demir_soregule] Me ji wan re got ku divê li ser xênî pê re nelîzin. [4324 demir_soregule] Me xaniyê tu kesan navê û em ê xwe jî bi kuştinê jî nadin tu kesan. [4325 demir_soregule] Û me got ku xanî li ser muxtar e, ne ê wî ye, hemû dizanin«. [4326 demir_soregule] »Ev baş e« Gulçînê got û dengê xwe li zarokan hilda: »de xwarina xwe bixwin zarokno, wê sar bibe.« [4327 demir_soregule] Zarokan, bi hatina Misto re, dest pê kiribûn û xwarin hinekî bi sistî dixwarin. [4328 demir_soregule] Misto him diaxivî û him jî dêna xwe dida xwarina wan. [4329 demir_soregule] Zozanê bala wî kişand, lê rewş hîna baş ji hevdu dernedixist. [4330 demir_soregule] Tavilê tê derxist ku xwarin baş nekeliyaye. [4331 demir_soregule] Zozanê dev perçakî dikir û xwe bi herdu destan pê ve dadiliqand û dikişkişand, lê tiştek jê nedibû. [4332 demir_soregule] Geh destên wê ji perçê hûr difilitîn û geh jî hûr ji devê wê. [4333 demir_soregule] Carekê perçê hûr di devê wê de ma, herdu destên wê jê filitîn û kir ku bi paş de bikeve, lê Gulçînê destê xwe da ber pişta wê û ew girt. [4334 demir_soregule] Pirqînî bi Misto ket û keniya. [4335 demir_soregule] Gulçînê rewşa Zozanê bi xwe nekir sedema tu kenî, kela xwarinê hat bîra wê. [4336 demir_soregule] Tê derxist ku Misto di wê yekê derxistiye. [4337 demir_soregule] Bêyî ku li bendî gotina wî raweste, bi kenekî nerm got »tu dê dîsa dev biavêjî xwarina min, ez zanim!«. [4338 demir_soregule] »Çavê te li te be Serdar« Misto got. [4339 demir_soregule] »Bawer be heger destên te jê bifilitin û li ser çavên te bikeve, wê wek ku kulmeke Alî Clay lê keve, reş û şîn bibe. [4340 demir_soregule] Li hêla me, carekê bûyereke wilo bûbû. [4341 demir_soregule] Malbatekê serî û hûr çêkiribûn. [4342 demir_soregule] Lê wek xwarina we ne keliya bûn. [4343 demir_soregule] Li gor ku tê gotin, wek lastîkê bû. [4344 demir_soregule] Li ser wilo, pevçûn di nav jinikê û mêrik de derketibû. [4345 demir_soregule] Mêrik pir li ber xwarinê ketibû û rabûbû li jinikê xistibû. [4346 demir_soregule] Jinikê jî ji ber êşa na-va xwe û xema taba ku pê re dîtibû, îdare nekiribû û li mêrik xistibû. [4347 demir_soregule] Bextê reş ku ber çavekî wî reş û şîn bûbû. [4348 demir_soregule] Sibehê dema derketibû nav zilaman, sedema reşbûna ber çavên wî jê pirsîbûn. [4349 demir_soregule] Wî jî negotibû min û jinikê li hevdu xistiye. [4350 demir_soregule] Lê »keça kerê hûr ji me re çêkiribû, ne keliyabû, dema min gez kir û kişand, seriyek di devê min de ma, seriyê din jî ji nav destên min filitî û li çavên min ket« gotibû. [4351 demir_soregule] (Malbatê dest bi ken kir) Lê ma kî bawer dike. [4352 demir_soregule] Dema hinên din dihatin û li reşbûna ber çavên wî dipirsîn, ên ku berê li çîrokê guhdarî kiribûn, ji bedêla wî ve, »şevê din hûr çêkiribûn, lê ne keliyabû, hûr ji nav destên wî filitî û li ser çavên wî ket« digotin û bi pirqînî dikeniyan.« Lê tu kesan bawer nedikir.« [4353 demir_soregule] Gava Misto wilo got, malbat ji ken lal bû. [4354 demir_soregule] Gulçînê bi serê pêşmalka xwe hêsir ji çavên xwe zuwa dikirin. [4355 demir_soregule] Biçûkan mesele baş fam nekiribûn, lê dîsa jî wek mezinan bê rawest dikeniyan. [4356 demir_soregule] Hingî Serdar keniya, kuxikeke hişk ew girt. [4357 demir_soregule] Heta hêsir ji çavên wî hatin kuxiya. [4358 demir_soregule] Gava kuxikê ew berdida, dîsa dikeniya. [4359 demir_soregule] »Li xwe miqate be keko, tu bibêjî nebêjî, wê xelk bibêjin weleh dêya wî lêxistiye« Misto got û ken dîsa di devê wî de teqand. [4360 demir_soregule] Zarok jî bi wê yekê bêtir keniyan. [4361 demir_soregule] »Lawo welehî ji esir ve dikele, lê wek cilik bû, pîr bû, nekeliya. [4362 demir_soregule] Wî qesabê diranpîj û zikmezin ez xapandim. [4363 demir_soregule] Heta bibe sibeh, ez ê herim wî bihetikînim. [4364 demir_soregule] Pereyên me lê ne helalbin. [4365 demir_soregule] Nizanim bê wê rebena pîra Koçerê çawa bixwe. [4366 demir_soregule] Ez ê sibe herim xwe biavêjimê, bila li min negire« got û êdî dismalkek ji ber pişta xwe derxist û du libên hêsiran ji çavên xwe zuwa kirin. [4367 demir_soregule] Lê tu kesan tê dernexist ku ne hêsirên ji ber ken tenê ne. [4368 demir_soregule] Dû re, »lawo Misto xwedê te bihêle, tu eybekê li mirov venaşêrî« got kenekî ne ji dil, ji bo veşartina giriyê xwe kir, giriyê xwe, di nava xwe de fetisand. [4369 demir_soregule] »Ev çîroka ku tu dibêjî li newala me jî hatibû serê yekî«. [4370 demir_soregule] Misto keniya û »ev ne eybek e, xaltî. [4371 demir_soregule] Ma heger ku nekele, çi gunehê te heye. [4372 demir_soregule] Tiştê ku em dikin, kenekî bi dostanî ye« got û xwest ku dilê wê xweş bike. [4373 demir_soregule] Dû re li Serdar fitilî û »em ê dereng bimînin ha, zû, em herin. [4374 demir_soregule] Te zikê xwe têr kir. [4375 demir_soregule] Bi navê xwedê tu îşev natewî. [4376 demir_soregule] Tu dê ramanên ji ên hemû kesan baştir pêşniyar bikî. [4377 demir_soregule] Ma kê vê êvarê hûr û rovî xwarine ku bikaribin bi afirandina ramanan nigên xwe li ên te bixin?«. [4378 demir_soregule] »Yadê bi xwedê wê îşev te li derve jî bihetikîne. [4379 demir_soregule] Bigihije kê, wê qala hûr û rovî bike. [4380 demir_soregule] Te çû xwe dîsa kir devê wî« got û çû dest û devê xwe bişo. [4381 demir_soregule] »Na gidî, xaltîka Gulçînê çi stêle ye. [4382 demir_soregule] Gava em xwe bi xwe bin, xem nake. [4383 demir_soregule] Lê bawer be li derve gotin ji devê min dernakeve«. [4384 demir_soregule] »Na kurê min Misto, na. [4385 demir_soregule] Tiştên wilo tên serê hemû kesan. [4386 demir_soregule] Ne dikeliya, ma min rebena xwedê dikarîbû çi bikira. [4387 demir_soregule] Heta ez sibe herim ser wî qesabê zikmezin«. [4388 demir_soregule] Zarok dîsa bi gotina »zikmezin« keniyan. [4389 demir_soregule] »Wilo ye xaltîkê, welehî wilo ye. [4390 demir_soregule] Serdar jî henekan dike« got û li Serdar hilat: »em herin, em ê dereng bimînin, zû!« [4391 demir_soregule] »Temam, xelas« got û careke din devê xwe bi avê dagirt û tê werda. [4392 demir_soregule] »Ma hûn ê bi ku de herin, çi karê we heye ku hûn wilo lezê dikin?« [4393 demir_soregule] Gulçînê got. [4394 demir_soregule] »Em ê herin bajêr, karekî me yê biçûk heye, tu serê xwe pê ne êşîn xaltî«. [4395 demir_soregule] Dema Gulçînê, »lawo, ez bi gorî serê we bim haya we ji we hebe« got, Serdar û Misto xwe kar kiribûn û berê xwe dabûn deriyê hewşê. [4396 demir_soregule] Herduyan »baş e, baş e« gotin û di kuça nivtarî re berê xwe dan rojhilat û piştî meşa sîh metroyekî, êdî berê xwe dan bakur. [4397 demir_soregule] Piştî ku derketin ser kuça mezin, dîsa berê xwe dan rojhilat û çûn. [4398 demir_soregule] Piştî dused metroyan, gava gihan çarêyê, îcar ketin kûça ber bi bakur ve û qederekî çûn. [4399 demir_soregule] Ew kuçe, di ser xeta hesin re derdiket nav dahl û bexçên bakurê Nisêbînê. [4400 demir_soregule] Serdar hîna jî li ber diranên xwe dixebitî. [4401 demir_soregule] Dor dused, sêsed metroyên din çûn. [4402 demir_soregule] Lokaleke teng û dirêj li wir hebû, tije mirov bû û bi hêrs û bi dengê bilind, bêyî ku li bendî hevdu rawestin û li hevdu guhdarî bikin, diaxivîn. [4403 demir_soregule] Wir ji dixana çixaran kiribûn wek hêtûnekê. [4404 demir_soregule] Kursî, li ber dîwaran bi rêzê hatibûn danîn. [4405 demir_soregule] Çend kursiyên biçûk li navê jî hebûn. [4406 demir_soregule] Hin jê xwendevanên ciwan bûn û hin jê jî ya karkerên pembo bûn û ya jî çawîş bûn. [4407 demir_soregule] Li dawiya lokalê, yekî dor sîhsalî û simbêlmezin li ser kursiyeke bedew, li ber maseyekê rûniştî bû. [4408 demir_soregule] Pir bi xwe bawer xuyabû. [4409 demir_soregule] Bi qapanî qalûn dikişand û dixan di nav simbêlên xwe re berdida. [4410 demir_soregule] Dema berê perwanê diket aliyê wî, dixana qalûna wî di herdu aliyên wî re, bi lez diçû bi pişt wî de û wen-da dibû. [4411 demir_soregule] Qutikê wî yê sipî, zendikqut bû. [4412 demir_soregule] Zendên wî yên tazî, qalind bûn û bi pirçeke reş nixumandî bûn. [4413 demir_soregule] Destên wî nerm û şahîk bûn, ne wek tu karkeran bû. [4414 demir_soregule] Lê ne wek xwendevanan jî bû. [4415 demir_soregule] Li ber dîwarê bakur, li tenişta Mahmê qelenderî, kursiyeke tenê vala mabû. [4416 demir_soregule] Serdar û Misto herdu çûn li wir rûniştin û rê lê teng kirin. [4417 demir_soregule] Li aliyê wî yê din, Hadiyê Sofîhincyas û Izzetê mala Hesen Çawîş rûniştî bûn. [4418 demir_soregule] Mahmê qelenderî xwe hinekî da bi aliyê wan de û rê ji Serdar û Misto re fireh kir. [4419 demir_soregule] Piştî ku silav û silavdan xelas bû, dîsa dest bi axavtinê kirin. [4420 demir_soregule] Dor deh deqîqên din jî bê program û bê rojev axivîn. [4421 demir_soregule] Saet bûbû heşt. [4422 demir_soregule] Heta wî wextî dor bîst-sîhekî din jî hatin. [4423 demir_soregule] Hin hatibûn li orta lokalê çarmêrkî rûniştibûn û hin jî li devê derî li ser nigan rawestiyabûn. [4424 demir_soregule] Seyfê Gavanan di nav ên li devê derî de bû. [4425 demir_soregule] Izoyê Xezebo hat li tenişta wî rawestiya. [4426 demir_soregule] Tavilê yek ji ên ku li tenişta xwediyê qalûnê bû, devê xwe bir ber guhê wî, dû re jî wî guhê xwe da ber devê wî, bi dorê tiştin ji hevdu re gotin û rabû ser xwe. [4427 demir_soregule] Bi zimanekî xweş, tika bêdengiyê kir û xêrhatin da hemû kesên li wir. [4428 demir_soregule] Ji kincên wî, ji lebata wî, ji gotinên ku digotin, xuya dibû ku li bajarekî mezin xwendevanê dibistaneke bilind bû û pir zane bû. [4429 demir_soregule] Nisêbînî bû, lê çend salekî nehatibû Nisêbînê. [4430 demir_soregule] Tu axavtina zêde nekir û »wê niha serokê sendîqê ji we re biaxive, fermo Smaîl« got û rûnişt. [4431 demir_soregule] »Gelî karkeran... û gelî xwendevanan. [4432 demir_soregule] Hûn hemû bi xêr hatine sendîqa xwe. [4433 demir_soregule] Hin dibêjin ku sendîqe, a min e. [4434 demir_soregule] Na gelî hevalan... ev sendîqe, a we ye. [4435 demir_soregule] Em çûn, me ji Enqera anî.« Wê bîstikê, Xalitê Kevanan û çar hevalên xwe hatin. [4436 demir_soregule] Kêfxweşî ket civatê. [4437 demir_soregule] Li pêş, li nêzîkî masa serokê sendîqê, cîh ji wî û hevalekî wî re vala kirin û ew birin wir. [4438 demir_soregule] Hersêyên din jî li ortê bi cîh kirin. [4439 demir_soregule] Gava berê Xalit ket aliyê Serdar, bi serê xwe silav li hevdu kirin. [4440 demir_soregule] Lê Mahmê qelenderî bi dengê bilind »Xalit tu û hevalên xwe bi xêr hatin« got û çixare dan wan. [4441 demir_soregule] Piştî ku serokê sendîqê jî xêrhatin da wan, îcar gotina xwe domand: »gelî palan, me dît ku xwedîerd we erzan dixebitînin, me çû sendîke anî. [4442 demir_soregule] Îcar heger hûn bi a sendîqa xwe bikin, wê sendîqa we û hevalên xwendevan roja we bilind bikin«. [4443 demir_soregule] Li wir hinekî rawestiya û »na bavo, ne em ê rojana we bilind bikin.. em ê bikin ku xwediyên erdan bêgav bibin û rojana we bilind bikin« got û bi serbilindiya serketina gotinên xwe yên heta wir, qalûna xwe ji nû ve pêxist. [4444 demir_soregule] Piştî ku çend hilm lê xistin, çavên xwe li ser guhdaran gerandin û »lê divê em hemû yek bin. [4445 demir_soregule] Erê divê hûn hemû xwe bikin yek hevalno. [4446 demir_soregule] Heke na, sendîqa we nikare alîkariya we bike. [4447 demir_soregule] Gava em çûn û me sendîqe ji Enqera anî, Behîce Boran jî wilo got. [4448 demir_soregule] Em berî sê rojan mêvanê wê bûn«. [4449 demir_soregule] Yekî ji rêza ber dîwarê aliyê wî yê rastê, destê xwe hejand û »em hemû yek in, ev îro deh roj xortan em fêr kirine... bê ûjdanên axan me belaş dixebitînin, ma em ê çawa ne yek bin« got. [4450 demir_soregule] Yekî din jê bi wir de »em ji yekîtiyê dernakevin.« [4451 demir_soregule] Yekî din »ên ku tifaqê xera bikin, bêşeref bin.« [4452 demir_soregule] »Na tu kesên ku ne di tifaqê de ne, li vir tune ne.« [4453 demir_soregule] »Îro roja me ye, ma em ê heta kengî ji wan re belaş bixebitin?« [4454 demir_soregule] »Zarokên min nexweş in, lê ez nikarin wan bibim ser doktoran. [4455 demir_soregule] Ne pere hene û ne jî ez karim nerim kar. [4456 demir_soregule] Ma ev edalet e?« [4457 demir_soregule] »Lawo bi telaqên jinberdanê heger ku em ne pîs bûna, wilo li me nedikirin. [4458 demir_soregule] Ma ku em nerin kar, karin xwe çend rojan li bendî me bigirin? [4459 demir_soregule] Em pênc rojan nerin, wê bên li ber gunê lawên me bigerin. [4460 demir_soregule] Lê em pîs in. [4461 demir_soregule] Em hevdu nagirin.« [4462 demir_soregule] »Gelî camêran ka rawestin. [4463 demir_soregule] Min hîna gotina xwe hemû negotiye. [4464 demir_soregule] Divê em yek bin min gotibû. [4465 demir_soregule] Hûn jî wek min dibêjin. [4466 demir_soregule] Ez dîsa dipirsim, ma gelo em ên li vir hemû yek in?« [4467 demir_soregule] »Erê.« [4468 demir_soregule] »Erê, ma kî ne di tifaqê de heye!« [4469 demir_soregule] »Em hemû yekin.« [4470 demir_soregule] »Ka em sondê bixwin.« [4471 demir_soregule] »Heyran em ê hemû ji hevdu re sondê bixwin.« [4472 demir_soregule] »Bi xwedê... » [4473 demir_soregule] »Bi qesem... » [4474 demir_soregule] »Bi telaq... em yek in.« [4475 demir_soregule] »Gelî camêran ka rawestin...« [4476 demir_soregule] »Ê ku tifaqê xera bike...« [4477 demir_soregule] »Ka hinekî bi xwe bikaribin û li camêran guhdar bikin. [4478 demir_soregule] Em hemû bi dilê xwe li vir in û di tifaqê de ne. [4479 demir_soregule] Hûn çima gotinên ne xweş dikin« Remoyê çawîş bi hêrs got. [4480 demir_soregule] Ew û Xidir li tenişta hevdu bûn, du çawîşên xurt bûn, karkerên wan her salê pir bûn. [4481 demir_soregule] Hemû kesan zanîbû ku bê dilê xwe hatine civînê. [4482 demir_soregule] Xwendevan heftakê-deh rojan bi taybetî ketibûn nav wan û ew sor kiribûn. [4483 demir_soregule] Êdî nema bi karkerên xwe karîbûn. [4484 demir_soregule] »Gelî camêran guhdar bikin. [4485 demir_soregule] Heger em hemû yek bin, divê em bizanibin bê em ê çawa bikin« serokê sendîqê got û ji bo ku bikaribe civînê kontrol bike, rabû ser xwe. [4486 demir_soregule] Bi destê rastê işareta ku rawestin dikir. [4487 demir_soregule] »Em narin kar.« [4488 demir_soregule] »Erê em ê kar rawestînin.« [4489 demir_soregule] »Ka rawestin, guhdar bikin« dîsa got. [4490 demir_soregule] »Bi namûs piştî ku me tifaqa xwe girêda, em ê li nava sûkê bazbidin ser zikê ên ku xaîn bikevin« Mahmê qelenderî got. [4491 demir_soregule] »Wey tu çavê min î Mahmo« Hadî got û keniya. [4492 demir_soregule] Izzet jî li tenişta wî keniya û baweriya wî lê xurttir kir. [4493 demir_soregule] »Gotina wî ye, divê wilo be« yekî din ji rêza hemberî wî got. [4494 demir_soregule] Seyfo ji devê derî got »ez û tu em ê wî karî bikin Mahmo«. [4495 demir_soregule] Biroyê çawîş got »heger em wilo nekin, nabe, xebera Mahmo ye«. [4496 demir_soregule] Xwendevan hemû di ber xwe de dibeşişîn, xwe serketî û xurt didîtin. [4497 demir_soregule] Êdî karker radibûn. [4498 demir_soregule] Şûran simbêlên Xalit nedibirîn. [4499 demir_soregule] Çixare ji a din vêdixist. [4500 demir_soregule] Sebir ne bi wî û ne jî bi tu kesên din re mabû. [4501 demir_soregule] Dibûn şahidên destpêka bûyereke dîrokî. [4502 demir_soregule] Ji xwe şoreşan wilo dest pê dikir. [4503 demir_soregule] Karker ji hemû aliyan radibûn, bêdestûr diaxivîn û fort dikirin. [4504 demir_soregule] Xwendevanan awirên xwe ji ser yekî dibirin ser ê din û bi baldarî guhdarî dikirin. [4505 demir_soregule] Gotinên Mahmê qelenderî kêfxweşiyeke din dabû wan. [4506 demir_soregule] Seyfê Gavanan wek gurekî piştşîn bû û li pişta wî bû. [4507 demir_soregule] Êdî wext hatibû. [4508 demir_soregule] Serketina çînî nêzîk bûbû. [4509 demir_soregule] Kel di nava wan de germ bûbû. [4510 demir_soregule] Lê hîna dora axavtinê nehatibû wan bi xwe. [4511 demir_soregule] Dema dor hat bê divê çi bikin, wî çaxî wê rê û raman pêşniyar bikirana. [4512 demir_soregule] »Gelî camêran ka rawestin« serokê sendîqê got. [4513 demir_soregule] »Gelekî baş e ku hûn hemû yek in. [4514 demir_soregule] Îcar divê em eşkere bikin, bê divê em çawa bikin. [4515 demir_soregule] Niha wê hevalê me Elî di vê derheqê de ji me re biaxivê. [4516 demir_soregule] Fermo Elî«. [4517 demir_soregule] Ên ku mereq dikirin, êdî bihîstin ku xwendevanê dibistana bilind, bi navê Elî bû. [4518 demir_soregule] Elî çixara xwe vemirand, carekê duduyan kuxiya û bi dengekî ku bawerî dida, dest bi axavtinê kir: »gelî hevalan, em hemû bawer in ku rojana we palan erzan e. [4519 demir_soregule] Hûn bi xwe jî wilo dibêjin. [4520 demir_soregule] Ji xwe rojana zarok û pîrekan nîvê heq e. [4521 demir_soregule] Hemû palên pembo bi nanûzikê dixebitin. [4522 demir_soregule] Û em hemû di wê baweriyê de ne ku divê ne wilo be. [4523 demir_soregule] Dema em hemû bixwazin ku divê ev yek bê guhertin, bêguman wê bê guhertin. [4524 demir_soregule] Piştî ku me di vê yekê de li hevdu kiriye, êdî tiştê ku divê em bikin dimînin. [4525 demir_soregule] Divê em di vê derheqê de jî xwe bikin yek û tu kes xwe nedin paş. [4526 demir_soregule] Em ên ku îşev li vir in, em ne hindik in. [4527 demir_soregule] Em piraniya hêza karkeran û çawîşan in. [4528 demir_soregule] Lê gelek ên ku gotina wan kar dike nehatine. [4529 demir_soregule] Em negihan hemû kesan û me nikarîbû hemû kesan bi vê civînê bihisînin. [4530 demir_soregule] Lê em dîsa biryarê digirin ku em ê sibe na, lê dusibe kar rawestînin. [4531 demir_soregule] Heta em bi şêwir rojana karkeran bilind nekin, em nahêlin ku tu kes herin tevrikê. [4532 demir_soregule] Dibe ku hin derkevin û bixwazin herin, lê divê em wan rawestînin. [4533 demir_soregule] Lê sibe ji bo ku em bikaribin wext bibînin û ji hemû kesan re bibêjin, bila herin. [4534 demir_soregule] Lê sibê na, dusibe zû, em ê di devê rêyan kevin û tu kesan bernedin. [4535 demir_soregule] Heger em wilo bikin, axe nikarin xwe deh rojan li ber me bigirin, wê bên li ber me bigerin. [4536 demir_soregule] Ma em di vê de jî li hevdu dikin?«. [4537 demir_soregule] »Bavo wek te ye. [4538 demir_soregule] Em hemû bi gotina te re.« [4539 demir_soregule] »Ebeden, tiştên ku te gotin, hemû rast in.« [4540 demir_soregule] »Em nahêlin ku yek here.« [4541 demir_soregule] »Bi xwedê em nahêlin ku mêşek ji bajêr derkeve.« [4542 demir_soregule] »Nikarin xwe li ber me bigirin, em xurt in.« [4543 demir_soregule] »Wan em perîşan kirine. [4544 demir_soregule] Do welatê me firotin û îro jî me tazî dikin. [4545 demir_soregule] Bes û temam ji destên van axan. [4546 demir_soregule] Heçê ji ser vê yekê dakeve, ne tiştek be.« [4547 demir_soregule] »Heçê dakeve, ne ji bavê xwe be.« [4548 demir_soregule] »Erê weleh, heçê dakeve ne ji bavê xwe be.« [4549 demir_soregule] »Bavo hewcedariya ku hûn rabin di huzûra camêran de gotinên nexweş bikin tune ye. [4550 demir_soregule] Hima bi xwedayê nûranî yek ji me nare kar« Xidir rabû ser xwe û got. [4551 demir_soregule] Xidir çawîşê pêncî û heft palan bû û li ba Hecî Xerabê Kurîsan û Sebriyê Ûsivê Medê tevrik dikir. [4552 demir_soregule] (Hecî Xerab, navê Hecî Xerîb e, lê ji ber ku ne Heciyekî rehet e, navê wî bûye Hecî Xerab.) Her salê çawîşê wan e û havînê pê de kar ji bo wî heye. [4553 demir_soregule] Ji ber wê yekê gelekan xwe lê digirtin û pê re diçûn. [4554 demir_soregule] »Gelî hevalan, ka guhdar bikin. [4555 demir_soregule] Hevalo, ji kerema... hevalno ji kerema xwe re guhdar bikin. [4556 demir_soregule] Divê em xwe par vebikin û bizanibin bê wê kî li ku be û ku vala dimîne. [4557 demir_soregule] Heke em wilo nekin, nabe. [4558 demir_soregule] Gelî hevalan du rê ji bajêr derdikevin. [4559 demir_soregule] Û ev kuça han jî, derdikeve ser îpekê. [4560 demir_soregule] Divê serê her rêyekê ji vana, pazdeh-bîst zilam bigirin. [4561 demir_soregule] Divê em ji bo çi rêya ku heye, bi kêmasî çawîşekî û xwendevanekî wezîfedar bikin. [4562 demir_soregule] Em xwendevan di nav xwe de axivîne. [4563 demir_soregule] Hersê kesên ku wê derkevin, kifş in. [4564 demir_soregule] Ew xwedî gotin û pişt in. [4565 demir_soregule] Ew ê deh-pazdeh xwendevanên din jî bi xwe re derxin. [4566 demir_soregule] Û hûn ên din jî, kî ji we bikaribe bê, werin ser rêyan. [4567 demir_soregule] Belkî hewcedarî derkeve û heval alîkariyê ji we hemûyan bixwazin. [4568 demir_soregule] Sibe na dusibe, bi wan re derkevin û rêyan bigirin. [4569 demir_soregule] Wê Hadî û Izzet û çend hevalên din jî bigerin û rewşê kontrol bikin.« Seyfo destê xwe hilda û »ez jî« got. [4570 demir_soregule] »Erê, rast e, Seyfo jî bi wan re ye. [4571 demir_soregule] Heger tiştin biqewimin, ji wan re bibêjin û bi wan bişêwirin. [4572 demir_soregule] Ew çi darî deynin ber we û bibêjin, ez hêvîdarim ku hûn ê bi a wan bikin. [4573 demir_soregule] Me ew ji nav xwe hilbijartine û tiştê ku bibêjin, li ser navê me hemûyan dibêjin. [4574 demir_soregule] Ez hêvî dikim, ji kê ji we re çi bibêjin, hûn ê bi a wan bikin. [4575 demir_soregule] Wê gelek xwendevan bên alîkariya we. [4576 demir_soregule] Ma em di vê de li hevdu dikin?« [4577 demir_soregule] »Erê, em li hevdu dikin.« [4578 demir_soregule] »Erê.« [4579 demir_soregule] »Ez ê derkevim ser rêya aliyê îstasyonê« Miradê çawîş got. [4580 demir_soregule] Mirad çawîşê sîh û du karkeran bû. [4581 demir_soregule] Ew bi piranî diçû tevrika Mala Diranzêran û Mala Hûran, lê dema vala bûya, diçû a hemû kesan. [4582 demir_soregule] »Ez jî bi te re têm« Mûsa got. [4583 demir_soregule] Mûsa çawîşê sîh û şeş kesan bû. [4584 demir_soregule] Her salê tevrika mala Nigmezinan û gundiyên wan dikir. [4585 demir_soregule] »Ez û Cangîlo jî em dirin ser rêya Mêrdînê« Seydo got. [4586 demir_soregule] Seydo bi esil Dêrikî bû. [4587 demir_soregule] Ji ber wê yekê piraniya palên wî Dêrikî bûn. [4588 demir_soregule] Hejmara wan di nav sîh û pêncan û çilî de dihat guhertin. [4589 demir_soregule] Seydo û Cangîlo cîranê hevdu bûn. [4590 demir_soregule] Cangîlo bi eslê xwe qereçî bû. [4591 demir_soregule] Lê êdî qereçiyan bi karê klambêjiyê û gerandina dîlanan tenê, nema karîbûn debariya zarokên xwe bikin. [4592 demir_soregule] Êdî dengbêjî, nema karê wan tenê bû. [4593 demir_soregule] Ji ber wê yekê, wî jî ji demekê pê ve, hersalê qereçî hemû bi xwe re kar dikirin û diçû tevrikê. [4594 demir_soregule] Tev hinek cîranên xwe yên Omerî, carê traktorek tije dikir. [4595 demir_soregule] »Yabo weleh ez jî bi we re têm« Şêxê Mencê got. [4596 demir_soregule] Şêxo, Omerî bû û dor sîh û pênc kes pê re radibûn. [4597 demir_soregule] »Ez û Xelo jî dirin ser xeta hesin digirin« Biro got. [4598 demir_soregule] Dema Biro wilo got, Xelo devê xwe bi şermokî ji hevdu vekiribû û rêza diranên wî yên zêr di nav lêvên wî re diçirisandin. [4599 demir_soregule] Biro û Xelo herdu jî Omerî bûn û her yekî ji wan çil-çil û pênc palên wan hebûn. [4600 demir_soregule] »Ez jî diçim wir« yekî din rabû. [4601 demir_soregule] »Ez jî bi we re têm« yekî din jî derket. [4602 demir_soregule] Elî dîsa di nav dengan re »baş e gelî hevalan. [4603 demir_soregule] Xwendevanên ku wezîfe girtine, wê bên û xwe bi we bidin naskirn.« Bi dû re dengê xwe hinekî bilindtir kir û »sibe na dusibe, yanî roja pêncşemê, em dernakevin ser erdan. [4604 demir_soregule] Em ji niha ve bigihên kê, em dibêjin heta ku di derheqa rojana palan de lihevhatin çênebe, tevrik tê rawestandin« got û rûnişt. [4605 demir_soregule] Serokê sendîqê devê xwe bir ber guhê wî û çend gotin jê re gotin. [4606 demir_soregule] Wî çaxî, »çû, tevrik hat rawestandin« çarpênckan bi hevdu re gotin. [4607 demir_soregule] Piştî ku Elî rûnişt, çend saniyan ji hemû aliyan deng derdiketin. [4608 demir_soregule] Bi pirani gef bûn, nav di hevdu didan. [4609 demir_soregule] Smaîlo, Elî û hevalê wî, tiştin ji hevdu re digotin. [4610 demir_soregule] Gazî kirin Xalit û ew jî birin ba xwe. [4611 demir_soregule] Piştî bîstikekê, serokê sendîqê rabû ser xwe û »gelî camêran, niha baş guhdar bikin. [4612 demir_soregule] Ji bo ku li ser navê me hemûyan bi xwediyên pembûyan re herin bazaran bikin, divê em hinan ji nav xwe hilbijêrin. [4613 demir_soregule] Em ê wan hilbijêrin û ji wan pê ve tu kesên din narin bi xwediyên pemboyan re bazaran nakin. [4614 demir_soregule] Heger hin bi serê xwe herin, ew tifaqê xera dikin û em ê gotina wan li erdê bixin, em ê pûç derxin. [4615 demir_soregule] Îcar heger hûn bi a min bikin, ez, Remo, Mahmê Qelenderî, Biro, Elî, Xalit û Seydo em bibin berdevkên we. [4616 demir_soregule] Ma hûn ji vê re çi dibêjin?« [4617 demir_soregule] »Baş e« çend deng bi hevdu re derketin. [4618 demir_soregule] »Baş e« çend dengên din jî ji ber derî derketin. [4619 demir_soregule] »Bavo hûn çawa bikin, hûn û xwedê kefîlên me. [4620 demir_soregule] Em hemû xwe disipêrin we. [4621 demir_soregule] Divê hinek ûjdan bi mirovan re hebe. [4622 demir_soregule] Li ser bextê min be roja palan erzan e, hew heqê çend weqiyeke bacan e. [4623 demir_soregule] Ev yek wilo nabe. [4624 demir_soregule] Hûn herin bi wan re bazaran bikin û vê yekê ji wan re bibêjin« yekî salmezin got. [4625 demir_soregule] »Waye apê Îsa ji bedêla me hemûyan ve got« gelek deng bi hevdu re derketin. [4626 demir_soregule] Hadiyê Sofîhincyas bi xiroşî destê xwe hilda û berî ku hin destûra axavtinê bidinê, »ka hemû li min guhdar bikin, niha dora min e... ma ne we dît bê apê Îsa çi got? [4627 demir_soregule] `roja palan erzan e, heqê çend weqiyeke bacan e` got. [4628 demir_soregule] Em vê gotinê bikin slogana xwe. [4629 demir_soregule] Em dikarin wê weqiyê, bikin kîlo û bibêjin. [4630 demir_soregule] Wan çendan jî, jê biavêjin. [4631 demir_soregule] Binerin çiqasî xweş dibe: roja palan erzan e, heqê kîloke bacan e«. [4632 demir_soregule] Jê re li çepikan xistin û »me qebûl e« gelek dengan gotin. [4633 demir_soregule] Ken û kêfxweşî li ser dev û lêvên xwendevanan bû. [4634 demir_soregule] Lê bal hinekî belav bûbû. [4635 demir_soregule] Mahmê Qelenderî, »heyran, bila pale, sibehan dema diçin û êvaran jî dema tên, heta di nav bajêr tevî re derbas bibin, roja palan erzan e, heqê kîloke bacan e, bibêjin« got û destê xwe li pişta hadî xist. [4636 demir_soregule] »Weleh tu deqek î«. [4637 demir_soregule] Deng ji hemû deran derket û »me qebûl e, ev ma wilo« gotin û di ber xwe de dubare dikirin. [4638 demir_soregule] Hadî dîsa li nîşanê xistibû û bûbû gula civînê. [4639 demir_soregule] Çixarak derxist û pêxist. [4640 demir_soregule] Xalit serê xwe jê re hejand û pê re beşişî. [4641 demir_soregule] Serdar bi destan diyar kir ku dixwaze biaxive. [4642 demir_soregule] Elî destê xwe ber bi wî ve kir û »fermo Serdar. [4643 demir_soregule] Gelî hevalan, rawestin, ka li Serdar guhdar bikin« got. [4644 demir_soregule] »Spas Elî. [4645 demir_soregule] Gelî hevalan, dema mirov biryardariya li vir dibîne, mirov dibe xwediyê baweriyeke xurt. [4646 demir_soregule] Ez bawer im ku em ê zora wan bibin. [4647 demir_soregule] Hadî jî tiştekî xweş got. [4648 demir_soregule] Divê ew slogan, wek Mahmo got, bê gazîkirin, lê ez dixwazim tiştekî bibêjim, ez bawer im em tiştekî ji bîra dikin. [4649 demir_soregule] Karker ne hew ji bajêr tenê diçin. [4650 demir_soregule] Gelek ji gundan diçin û gelekan jî li dora gundan kon vegirtine û li wir dimînin. [4651 demir_soregule] Divê em derkevin nav pemboyan jî, divê em wan jî betal bikin. [4652 demir_soregule] Nabe ku hin herin û em ên din bigirin.« (Gelekan di ber xwe de »xebera wî ye« gotin.) Û tiştekî din, gelî hevalan, em sibe li ser hemû çawîşan bigerin û ji wan tika bikin ku heta ne bi şêwir be, nerin tevrikê. [4653 demir_soregule] Em ê şêwra xwe dîsa li vir bikin. [4654 demir_soregule] Em li hevdu bikin ku destûra çûnê, komîta bazarê dide.« [4655 demir_soregule] »Ev jî rast e, divê em şêwrê xera nekin.« [4656 demir_soregule] »Em hemû wek hev in.« [4657 demir_soregule] »Wilo ye, heta em hemû nerin, divê tu kes nere.« [4658 demir_soregule] »Tiştekî din gelî hevalan« got, »em derdikevin ser rêyan û xelkê digirin. [4659 demir_soregule] Dibe ku hin cira xwe nexweş bikin. [4660 demir_soregule] Heta ku em bêgav nebin, em li tu kesan naxin, lê em destûra ku hin li hevalên me bixin jî, nadin tu kesan. [4661 demir_soregule] Gotinên min ev bûn, sipas«. [4662 demir_soregule] »Ev xort kî ye, xwedê wî bihêle çi şareze û bîrbir e« yekî li ber dîwarê hemberî wî, ji ê li tenişta xwe re got. [4663 demir_soregule] »Weleh ez wî ji dê û bav nas nakim, lê ez gelek caran dibînim. [4664 demir_soregule] Xortekî delal e« ê din lê vegerand. [4665 demir_soregule] Ên li dora Smaîlo li hevdu nerîn û bi awiran peyitandin ku rast e. [4666 demir_soregule] Dû re Elî, »spas Serdar. [4667 demir_soregule] Ez bi xwe bawer im ku xebera te ye. [4668 demir_soregule] Divê em wek ku te got bikin«. [4669 demir_soregule] Misto enîşka xwe li bin çengê wî xist û »xuya ye ku tu û Elî hevdu nas dikin« jê re got. [4670 demir_soregule] »Erê, em hevdu nas dikin.« [4671 demir_soregule] Misto wek ku bibêje »gelo hevdu çawa nas dikin« serê xwe hinekî hejand û gotin birî. [4672 demir_soregule] »Ma wê kî here nav pemboyan?« Elî pirsî. [4673 demir_soregule] »Ez û Serdar û Misto û em ê çend hevalên din jî derxin û herin hêla rojhilat« Mahmê qelenderî got. [4674 demir_soregule] »Baş e Serdar, Misto« Mahmo berê xwe da wan û pirsî. [4675 demir_soregule] Serdar, »baş e« got. [4676 demir_soregule] Misto jî bi serê xwe kifş kir ku wê biçe. [4677 demir_soregule] Ji bo hêla rojava û hêla bakur jî çar grûpên din hatin avakirin. [4678 demir_soregule] »Divê em sibe derkevin li ser çawîşan bigerin. [4679 demir_soregule] Ez, serokê sendîqê, Xalit, Serdar û kî din bi me re tên« Elî pirsî. [4680 demir_soregule] »Ez jî têm.« [4681 demir_soregule] »Ez jî têm.« [4682 demir_soregule] »Misto jî tê« Serdar got. [4683 demir_soregule] Ji ber derî jî dudu derketin û xwestin ku bi wan re biçin. [4684 demir_soregule] Ji ber dîwarê aliyê rastê jî duduyan hevdu qane kirin û gotin ku wê bên. [4685 demir_soregule] »Baş e, em têra xwe derketin. [4686 demir_soregule] Em xwe bikin du beş« Elî got. [4687 demir_soregule] Yekî din ê wek wî pê re bû, lê ew qet ne diaxivî. [4688 demir_soregule] Carê gava Elî diaxivî, di navinan re li wî jî dinerî û diaxivî. [4689 demir_soregule] Wî jî carê serê xwe dihejand û diyar dikir ku piştgiriya gotina wî dike. [4690 demir_soregule] Xuya bû wilo li hevdu kiribûn ku wê yek ji wan biaxive. [4691 demir_soregule] Li gor ku li hevdu kirin, wê Elî, hevalê wî, Mahmê qelenderî, Serdar û Misto û du kesên din, sibe êvarê derketina ser çawîşên taxa rojavayê çem û ên din jî bi serokê sendîqê re li ser ên li rojhilatê çem bigeriyana. [4692 demir_soregule] Wê Xalit û Seydo û çend hevalên din jî li taxa dora xeta hesin bigeriyana. [4693 demir_soregule] Wilo li hevdu kirin û şêwir wilo girêdan. [4694 demir_soregule] Civîn yazdeh û nîvê şevê belav bû. [4695 demir_soregule] Dema hêdî hêdî radibûn ser xwe û berê xwe didan malên xwe, Serdar çû ba Elî, li ser nigan çend gotin ji hevdu re gotin û vegeriya ba Misto. [4696 demir_soregule] Mahmê qelenderî, »Serdar, Misto! [4697 demir_soregule] em hevdu sibe bibînin û şewira xwe girêdin, ne?« [4698 demir_soregule] »Erê, îşev bûye dereng« Serdar got. [4699 demir_soregule] »Erê lo, îşev bes e, em sibe hevdu bibînin, em niha herin mala xwe, dereng e« Misto got. [4700 demir_soregule] Êdî karker diçûn malên xwe. [4701 demir_soregule] Serdar û Misto berê xwe dan hêla jêr. [4702 demir_soregule] Pêşî Misto xwest baştir bizanibe bê Serdar û Elî hevdu ji ku nas dikin û dû re gotin guhertin, birin ser roja karawestandinê. [4703 demir_soregule] Geh Serdar digot wî guhdar dikir û geh jî wî digot û Serdar guhdarî dikir. [4704 demir_soregule] Bi wî awayî hêdî hêdî di ber hevdu re dimeşiyan. [4705 demir_soregule] Dinya ker bû. [4706 demir_soregule] Xelk, ji bo karê roja ku dê bihata, ketibûn xewa giran. [4707 demir_soregule] Lê gava nêzîkayî li kuça mezin a ku diçû Mêrdînê kirin, dengê teqînê ji hudût hat û ji hevdu zêde bû. [4708 demir_soregule] Piştî bîstikekê, bû wek ku xwê bikeve êgir. [4709 demir_soregule] Xuya dibû ku li wan nêzîkan bû. [4710 demir_soregule] Heta di ber mala beytar re derbas bûn aliyê din ê kuçê, du cemse û panzêrek wek bê ji hêla bajêr ve hatin û derbas bûn û çûn bi hêla teqînê de. [4711 demir_soregule] Êdî Serdar û Misto gihabûn serê kuça Belengazan û dengê teqînê pirtir û nêzîktir bûbû. [4712 demir_soregule] Xuya bû hewara ku ji leşkeran re çû jî dest bi teqandinê kiribû. [4713 demir_soregule] Berê kuça Belengazan, li dirêjayî li wir bû. [4714 demir_soregule] Ev xeterek bi serê xwe bû. [4715 demir_soregule] Gule, wek sersotan di ser taxê re diçûn bi vî alî û wî alî de. [4716 demir_soregule] Hin jê pir nizm bûn. [4717 demir_soregule] Fîzîniya wan li ber guhê mirov dixist. [4718 demir_soregule] Serdar û Misto xwe didan ber dîwaran û dimeşiyan. [4719 demir_soregule] Gava gihan ber deriyê mala Koçerê, dengê pîrê dihat: »bi xwedê wê dîsa dehan ji me bikujin« digot û bi dengekî wek dengê nalînê gazin dikirin. [4720 demir_soregule] Heta wir, gavên xwe radidan û bêdeng dimeşiyan. [4721 demir_soregule] Piştî bihîstina wê gotina pîra Koçerê, Misto, »bi navê xwedê wê dîsa sê-çarkan bikujin. [4722 demir_soregule] Waye panzêrê pêşiya wan girt, nema karin xwe xelas bikin« got. [4723 demir_soregule] »Xuya ye ku halê wan ne baş e, wek ku dora wan hatiye girtin, xuya dibe. [4724 demir_soregule] Lê heger bigihijin û têkevin nav malan, belkî xelas bibin. [4725 demir_soregule] Heke na, kî bi panzêran dikare û kî ji ber wan xelas dibe« Serdar got. [4726 demir_soregule] »Rast e, tu dê bibînî, heger sibe çar-pênc laş derneketin, ez tiştekî nizanim. [4727 demir_soregule] Ji dengê tivingan kifş e, di zikê hevdu de berdidin«. [4728 demir_soregule] »Erê bi xwedê«. [4729 demir_soregule] Xwe gihandibûn ber mala Serdar. [4730 demir_soregule] »Misto were, tu jî li ba me rakeve, îşev nere malê, tu dibînî bê çi tofan rabûye!«. [4731 demir_soregule] »Na lo, tiştek li hêla mala me tune ye, ez ê herim malê.« [4732 demir_soregule] »Weleh tu bi a min bikî, tu naçî, dibe ku hevdu bi wî alî de bajon û tu di nav wan de bîmînî.« [4733 demir_soregule] »Na lo, du gav in, ez ê xwe di Kuça Teng re rast berdim Kuça Dengbêjan û ji wir jî xwe berdim a me û herim. [4734 demir_soregule] Wê dêya min pir meraqan bike, guneh e. [4735 demir_soregule] Ez ê herim, şev baş«. [4736 demir_soregule] »Çavê te li te be, hima ku te dît rewş xeter e, vegere... wê guhê min li deriyê me be, ya jî xwe di ser dîwêr re biavêje hewşê.« [4737 demir_soregule] »Baş e, şev baş, êdî tu jî here, tu dê binerî ku ji wî seriyê kuçê derketin... kuça we jî xeter e«. [4738 demir_soregule] Misto da rê û Serdar xwe bi lez gihand ber derî. [4739 demir_soregule] Lê êdî wek ku tiving di guhên wî de diteqiyan. [4740 demir_soregule] Li bendî ku hin bên derî jê re vekin nema, di ser dîwêr re qulipt hewşê. [4741 demir_soregule] Gulçînê ji ser xênî pirsî bê ma kî ye. [4742 demir_soregule] Serdar bersiv da. [4743 demir_soregule] Gulçînê bi keder got, »lawo, vê tofanê hûn li van kuçan li çi yê xwe digerin? [4744 demir_soregule] Wê rojekê tivingin li bin çengê we bikevin û kezeba me li ser we bişewite, lê ka bê kîjan roj e. [4745 demir_soregule] Hûn rojekê li malê rûnanin. [4746 demir_soregule] Ma ka Misto, ma hûn ne bi hevdu re bûn, te ew li ku berda?« [4747 demir_soregule] »Belê weleh, heta serê kuçê em bi hevdu re bûn... ew ji vir çû malê.« [4748 demir_soregule] »Te çima ew berda lawo, ma ne dînitiye ku di vê tofanê de çû malê. [4749 demir_soregule] Dikarin hevdu bi wir de bajon û ew jî di nav wan de bimîne. [4750 demir_soregule] Ax! [4751 demir_soregule] Tu dê rojekê felekan bînî serê xwe, tu jî dê min bihêlî û herî. [4752 demir_soregule] Tu jî li mala xwe rûnanê. [4753 demir_soregule] Ma ez ê bi dû re xwe bi kê bisenidînim Serdar? [4754 demir_soregule] Tu nabêjî min, hi...« [4755 demir_soregule] »Tiştek nabe yade, xwe bêzar neke, ez ji xeterê dûr im«. [4756 demir_soregule] Gulçînê û zarok hemû li ser xênî di nav nivînande bûn. [4757 demir_soregule] Raketîbûn. [4758 demir_soregule] Bi dengê tivingan şiyar bûbûn. [4759 demir_soregule] Ne di tu xeterê de bûn. [4760 demir_soregule] Serdora xênî heta dor navikê bilind bû. [4761 demir_soregule] Heger mirov raketî bûya, tu xetera gulan nikarîbû hebûya. [4762 demir_soregule] Lê xaniyê hemû kesan ne wilo bûn. [4763 demir_soregule] Gelek li ser xaniyê xwe, di xewê de dihatin kuştin. [4764 demir_soregule] Ji kîsî xwe diçûn. [4765 demir_soregule] Carê sibehê, »teqîn derket û gulak çû lê ket« dihat gotin û piştî rapora doktor dihatin veşartin. [4766 demir_soregule] Li tu sucdaran nedihat gerandin. [4767 demir_soregule] Bûyereke normal bû, wilo dihat dîtin. [4768 demir_soregule] Piştî ku Serdar ketibû hewşê û Gulçînê pirsa Misto jê kiribû, dilê wî bêtir ma bi dû de. [4769 demir_soregule] Poşmaniyeke tarî girt dora dilê wî. [4770 demir_soregule] Ji xwe re »gerek min ew bi zorê bigirta û nehişta ku here. [4771 demir_soregule] Heger tiştek bê serê wî... ez ê xwe qet efû... weleh jîr e...« got. [4772 demir_soregule] Hinekî li hewşê rawestiya û di ber van ramanên qut qutî re, li dengê tivingan guhdarî kir. [4773 demir_soregule] Serê xwe hilda û li jor nerî. [4774 demir_soregule] Gule wek sersotên êgir di ser wî re difiriyan. [4775 demir_soregule] Dixwest bizanibe bê ji hêla mala Misto ve jî deng û gule tên an na. [4776 demir_soregule] Şer, hîna jî li dor hêla dibistanê û goristanê bû. [4777 demir_soregule] Çend gavan bi derencê ve hilkişiya û rawestiya; hinekî li dengê tivingan guhdarî kir, texmîna ku dikir, tu deng ji dor hêla mala Misto nedihatin, lê tu tiştekî bi esehî ji hev dernedixist. [4778 demir_soregule] Gulçînê di wê navê re »xwe biqulizîn û hilkiş û xwe zû bavêj pişt serdorê« got. [4779 demir_soregule] Lê wî çaxî, çend gule bi dû hev re di ser serê wî re firiyan. [4780 demir_soregule] Fîzînî bi hewê xistin. [4781 demir_soregule] Ji devereke nêzîk teqiyabûn. [4782 demir_soregule] Xwedê dizanê di nav tûya mala Têliyê re firiyabûn. [4783 demir_soregule] Pirtpirt bi çûkên li ser ketibû, çendik ji wan bê kontrol difiriyan ser şaxin din, ya jî ji ber tirsa mirina kamax di şaxên xwe werdibûn. [4784 demir_soregule] Zûrîna kûçikê wan wek a guran bû. [4785 demir_soregule] Elokên malika nêfî ku nû ji gund barkiribûn wir, dengê xwe qut nedikirin. [4786 demir_soregule] Zarokên cîranan ji her derê dest bi wî babet giriyê ji ber tirsê kiribûn. [4787 demir_soregule] Ji tirsan qîjînî bi Zozanka biçûk ket, xwe hepişand paşila Gulçînê û dengê xwe birî. [4788 demir_soregule] Serdar, »batil, batil, batil, gelo segbavin rast berdidin min, ev çi ye« di ber xwe de got. [4789 demir_soregule] Gulçînê dengê xwe lê hilda û »niha newe, li min rebenê wê li te kevin, xwe bitewîn, bêhna fireh wer. [4790 demir_soregule] Ax! [4791 demir_soregule] hûn heta van çaxan li derve li çi digerin« got. [4792 demir_soregule] Serdar xwe nizm kir û ma, li wir li gulên ku di ser wir re difiriyan dinerî û guhdarî dikir. [4793 demir_soregule] Zanîbû ku heta wir parastî bû, xaniyên taxê û dîwarên hewşê di ber de bûn. [4794 demir_soregule] Dema dît ku gule hinekî di ser wî re firk bûne, hema bi leza pisîkê bi derencan ve hilkişiya, xwe avêt pişt serdorê û li ser çar lepan çû ser nivînan. [4795 demir_soregule] Ji nû ve, wek leşkerê ku ji gulebarana dijmin xelas bûbe û gihabe kozikeke asê, kesereke kûr veda. [4796 demir_soregule] »Bila ev şev ji te re bibe guhar û di guhên te keve. [4797 demir_soregule] Weleh wê rojekê fîşekin li te kevin, weleh wê rojekê mala min xera bibe, bê ka kîjan roj e« Gulçînê bi keder û gazin got. [4798 demir_soregule] Serdar hinekî bêhnteng bû. [4799 demir_soregule] »Ma em xwe ji ber wan û bêxwediyên fîşekên wan di hunduran de bikin hepsî, dayê. [4800 demir_soregule] Her rojê karê wan wilo ye. [4801 demir_soregule] Ji bo ku em xwe ji wan biparêzin, divê em ji mala xwe dernekevin«. [4802 demir_soregule] »Na kurê min, heta derengê şevê li sûkê nemîn, hinekî zûtir werin, teqîn bi piranî dereng dibin. [4803 demir_soregule] Berxê min dema teqîn derdikevin û tu ne li malê yî, wek ku ez li ser êgir im. [4804 demir_soregule] Heger tu li ber canê xwe nakevî, li ber min bikeve. [4805 demir_soregule] Ez ê bêyî te li dinyê çawa bikim. [4806 demir_soregule] Ez ê bibim gur û bi çiyan bikevim« got. [4807 demir_soregule] Êdî kifş dibû ku lerza girî ketiye dengê wê, tirsê girtiye bedena wê. [4808 demir_soregule] Serdar li ber ket û li kirina xwe poşman bû. [4809 demir_soregule] Xwest ku hinekî alikariyê pê bike û »ka xwe bêzar neke yadê, tiştek nabe, lê baş e, bi soza xwedê ez ê carê bikim ku ez bikaribim zûtir bêm« got û baş dêna xwe da dengê tivingan û gulan. [4810 demir_soregule] Misto ji bîra wî nediçû. [4811 demir_soregule] Lê êdî dengê tivingan ji ba bîrikan de dihat, hevdu bi aliyê bakur de ajotibûn. [4812 demir_soregule] »Êdî dûrî mala wan ketine« di dilê xwe de digot. [4813 demir_soregule] Hinekî ewle bûbû. [4814 demir_soregule] Gava xewê avêt ser çavên wî, dengê tivingan jî firk bûbû û bi dûr ketibûn. [4815 demir_soregule] Roja din hat bihîstin ku li ser xaniyekî nêzîkî goristanê, zarokeke deh mehî di dergûşê de û du mêr jî li nav goristanê hatine kuştin. [4816 demir_soregule] Dihat gotin ku ew qaçaxçî bûn! [4817 demir_soregule] Lê lawik li kêleka dê û bavê xwe, di dergûşa xwe de bû, gulak çûbû û lê ketibû. [4818 demir_soregule] Heta şev nebûbû roj û xwîna wî nedîtibûn, pê nizanîbûn ku tiving lê ketine û miriye. [4819 demir_soregule] Ew jî wî çaxî wek hemû zorokan giriyabû, lê dû re deng jê biliyabû. [4820 demir_soregule] Di zikê dê û bavê wî de ku bêdengiya razanê bû. [4821 demir_soregule] Lê gava dêya wî bi rohniyê re xwîna wî dîtibû, ji nû ve qîrînî pê ketibû û li xwe xistibû. [4822 demir_soregule] Ê cotekî ciwan ê pêşî bû. [4823 demir_soregule] Rojeke nexweş bû. [4824 demir_soregule] Nisêbînê dîsa şîndar bûbû. [4825 demir_soregule] Sûk û kuçe dîsa wek her carê tije leşker û polîs bûbûn. [4826 demir_soregule] Lê heçê xortbûn, karê xwe, wek ku plan kiribûn, bi jîrî dimeşandin. [4827 demir_soregule] Piştî nîro, rewş sisttir bû. [4828 demir_soregule] Ber êvarê bi qeflan çûn serdana malbatên kuştiyan. [4829 demir_soregule] Ew yek ji bo serketina xwe hewce didîtin. [4830 demir_soregule] Nisêbînê bi civîn û şêwiran dikeliya, di nav germê, şer û teqînan de dişewitî û Qamîşlokê jî bi germeke hîn xerabtir dişewitî û bi dîlanan dihejiya. [4831 demir_soregule] Gava ew hefta bi şêwir û lihevdugirêdanê û bazdanê mişt çûbû û a din bi ser mala Şemê de hatibû, hîna jî tu deng ji Ebû Merwan derneketibû. [4832 demir_soregule] Êdî wextê soza ku Ebû Ferîd dabû malbatê hatibû û çûbû. [4833 demir_soregule] Cîh lê teng dibû. [4834 demir_soregule] Dibêjin ku kul û êş û derd û bêzarî xwe wek mêşên hingiv li hevdu digirin. [4835 demir_soregule] Gava tiştekî tahl tê serê mirov, sedên din didin dû. [4836 demir_soregule] Wek ku yek li bendî a din be, dikin. [4837 demir_soregule] Gava rê vedibe, îcar eşkere didin dû hevdu. [4838 demir_soregule] Anîna jinekê, di wextê kirîn û firotinê yê baş de hatibû û ketibû stûyê Ebû Ferîd. [4839 demir_soregule] Xelkê di deriyekî wilo teng de deynên xwe nedidan. [4840 demir_soregule] Karê derxistina paswanê nedimeşiya. [4841 demir_soregule] Bi ser hemûyan de, yekî dirêj, girs û bêaqil hat li dikanê bela xwe tê da. [4842 demir_soregule] Hima hew lênexist. [4843 demir_soregule] Nikarîbû dest jî li ber hildana. [4844 demir_soregule] Destên wî di bin mêrik re, wek baskên pengueneke nivqefilî jê daliqiyan û lerizîn. [4845 demir_soregule] Duşem hat. [4846 demir_soregule] Ebû Merwan ber êvarê telefon da û ji bo ku bi derengî ketibû, lêborîn xwest. [4847 demir_soregule] Ê wan ê mezin ku îmza dawî li ser dixist, ne li mal bû, lê bixêr wê sibehê bihata. [4848 demir_soregule] Sêşemê heta nîro jî tu deng ji Ebû Merwan derneketin. [4849 demir_soregule] Nîroya dereng telefon da û got ku ê wan ê mezin hat, lê mêvanên wî zû hatin, negiha ku tu karan bike. [4850 demir_soregule] Bi xêr piştî nîro wê bihata û îmze bikira. [4851 demir_soregule] Rojeke germ û giran bû. [4852 demir_soregule] Bêhna hewayê teng bû. [4853 demir_soregule] Carnan, di navinan re, ba, wek ku bi taybetî dixwest xwe di bin tozê hilde û vegere, ji jor de di-hat, xwe di bin tozê hildida, toz û kaxetên kuçê bi hewayê dixistin û diçû. [4854 demir_soregule] Kaxet zû dadiketin lê toz hinekî dima. [4855 demir_soregule] Hîna berî ku dakeve û hewa ji tozê pak bibe, bayekî wilo xaîn dîsa dihat, hinek din bi hewayê dixist û diçû. [4856 demir_soregule] Li ba dikana Ebû Ferîd, ba ket bin kirasê yeke Ereb û bilind kir, tu nemabû ku li serê wê bigerine û wê bihetikîne. [4857 demir_soregule] Piştî bîstikekê, ew bextreşî hat serê yeke Kurd jî. [4858 demir_soregule] Gava siya êvarê dadiket ser kuçe û kolanên bajêr, ba sekinî, hewa pak bû, sûk û kuçe dîsa bi mirovan hatin dagirtin. [4859 demir_soregule] Bi dû hezar karan de bûn. [4860 demir_soregule] Hinan jê jî, xweşiya gera nav bajêr dikirin. [4861 demir_soregule] Êdî ro li ber ava bû. [4862 demir_soregule] Ezmanê hêla rojava, niv sor bû, wek ku jengeke tenik girtibû ser. [4863 demir_soregule] Xiroş di dilê Ebû Ferîd de rabûbû. [4864 demir_soregule] Lê wî çaxî Ebû Merwan telefon da. [4865 demir_soregule] Paswan amade bû. [4866 demir_soregule] Xwe daqul kir bin masa ber xwe û rahişt kîsê xelatan. [4867 demir_soregule] Di nav xelatan de, tiştên ku baş di naylonê re xuya dikirin, du gurûzên cixarên Kent bûn. [4868 demir_soregule] Berî ku derkeve, pere li bêrîkan par vekirin. [4869 demir_soregule] Kaxetên hindik kirin bêrîkên ber destan, ên din veşartin, qumçe li wan girtin û berê xwe da ba Ebû Merwan. [4870 demir_soregule] Li hêwanê, Ebû Nezîr derket pêşiya wî û ew bir. [4871 demir_soregule] Ebû Merwan li hinek kaxetan dinerî. [4872 demir_soregule] Ebû Ferîd, xelata Ebû Nezîr li ber derî dayê û bi paş de şand. [4873 demir_soregule] Ew û Ebû Merwan bi tenê man. [4874 demir_soregule] Li halê hevdû pirsîn, lê dixwest zû biçe malê. [4875 demir_soregule] Pir neaxivîn, karê xwe zû kirin. [4876 demir_soregule] Li ser derketinê, Ebû Ferîd sê kaxetên sedan dan destê Ebû Merwan. [4877 demir_soregule] Gava destê xwe dirêjî peran kir, qutikê wî li ser milê wî qijilî, berê stêrkên li ser milê wî baştir ketin rohniyê û çirisandin. [4878 demir_soregule] Her milekî wî sê stêrikên wek zêrê zer li ser bûn. [4879 demir_soregule] Ma çiqasî bi qutikê wî yê reng gewre diketin. [4880 demir_soregule] Dilê Ebû Ferîd bijiya wan û di dilê xwe de »çi mezinayî ye... heger min jî xwendibûya, niha ez ê jî wilo bûma« got. [4881 demir_soregule] Lê pir ji xwe bawer nekir û »na welehî, me nakin tiştek... nahêlin ku em wilo mezin bibin« ji xwe re got, xatir jê xwest û derket. [4882 demir_soregule] Serbilindiya xwe bir ji malbatê re. [4883 demir_soregule] Dê û bavê wî, »saeta te xweş, xwedê te li serê me û zarokan kêm neke« gotin. [4884 demir_soregule] Sarê bi dilgeşî dibeşişî û li bavê zarokên xwe dinerî. [4885 demir_soregule] Hiso got, »kurê min weleh tu baş taibî. [4886 demir_soregule] Lê ma em çawa bikin kurê min, çavê me hemûyan li te ye, karên wilo, karên te ne«. [4887 demir_soregule] »Na yabo, taba wê çi ye. [4888 demir_soregule] Lê a sext ew e ku bêbavan vê demê paswanan nadin hemû kesan. [4889 demir_soregule] Heger zilamên mirov ên xurt di hukûmetê de tune bin, qiloçên mirov jî bên, mirov nikare tu paswanan ji nav lepên wan derxe. [4890 demir_soregule] Bi xwedê dor hezar lîrên min li vî alî û wî alî çûn. [4891 demir_soregule] Hemû tişt bi qeweta peran û zilamên xurt dibin«. [4892 demir_soregule] »Wilo ye kurê min, ma ez nizanim. [4893 demir_soregule] Lê bila karê mirov bimeşe, pere xem nakin. [4894 demir_soregule] Tên û diçin. [4895 demir_soregule] Dema ez wek te xort bûm, ma çi pere ketin aha wan destên bavê te... Hemû wek ku hatin, çûn jî. [4896 demir_soregule] Min digot wê tu caran xelas nebin. [4897 demir_soregule] Ma ne wilo bû Xanê? [4898 demir_soregule] (»belê welehî wilo bû«, bi serbilindî lê vegerand) Xwedê, wek ku dide, rêya xerckirinê bi ber mirov dixe. [4899 demir_soregule] Xanê jî dizanê, elhemdulah, min hemû di rêya baş de xerc kirin. [4900 demir_soregule] Kurê min, heta îro jî xwedê rê li ber te vekirine û pere li perên te zêde kirine, şikiriya xwe bîn. [4901 demir_soregule] Bila xwedê rahm û bereketa xwe ji ser mirov kêm neke, belên xerab û nexweşiyên giran neyne serê mirov, wekî din xêr e. [4902 demir_soregule] Him peran dide û him jî rêya xerckirinê dide ber mirov«. [4903 demir_soregule] »Xebera bavê te ye, xem nake kurê min... malê dinyê hemû ê xwedê ye, dide jî û distîne jî. [4904 demir_soregule] Bila serê zarokên te sax be. [4905 demir_soregule] Ez ê ji te re duan bikim. [4906 demir_soregule] Wê xwedê îşê te rast bike«. [4907 demir_soregule] »Weleh pere qet nayên ber çavê min. [4908 demir_soregule] Ma pere çi ne«. [4909 demir_soregule] »Wilo ye. [4910 demir_soregule] Xem nake« Sarê got. [4911 demir_soregule] »Bila tu li serê me sax bî, ma pere çi ne.« [4912 demir_soregule] Hîna gava gotin li ser wilo bû, Seîd hat. [4913 demir_soregule] Hiso jê re got ku paswana wî amade ye û divê xwe ji bo sibe kar bike. [4914 demir_soregule] Piştî ku şîret û tembî lê kirin, gelek silav ji bo Hecî Elî gotin, dora peyvê da maliyan. [4915 demir_soregule] Hemûyan bi wî awayî dora xwe kirin. [4916 demir_soregule] Dora dawî a Sarê bû. [4917 demir_soregule] Wê piştî silavan, rê û rêbaz jî jê re rave kirin. [4918 demir_soregule] Diviyabû Seîd taksiyekê bigire. [4919 demir_soregule] Kî ba xem nadikir. [4920 demir_soregule] Hemû kesan taxa mala bavê wê nas dikir. [4921 demir_soregule] Roja din, dema roj şêrîn bû, Seîd berê xwe da Nisêbînê. [4922 demir_soregule] Bi meşê çixarak bû. [4923 demir_soregule] Lê dîsa jî di derheqa serxetê û Nisêbînê de mereqdar bû. [4924 demir_soregule] »Gelo çawa ye« ji xwe re digot. [4925 demir_soregule] Cara pêşî bû ku diçû serxetê. [4926 demir_soregule] Dibihîst, lê bi çavan nedîtibû ku herdu bajar bi gelek awayên xwe, hîna jî wek hev in. [4927 demir_soregule] Îcar didît. [4928 demir_soregule] Gerek bajarek bûna. [4929 demir_soregule] Lê wê rojê çûn û hatina xelkê bi xiroş bû, tirsek li ser bajêr hebû. [4930 demir_soregule] Êvara duşemê teqandin li ser têlan derketibû, du kuştî hebûn. [4931 demir_soregule] Ji ber wê yekê, sûk û kuçe hîna tije leşker û polîs bûn. [4932 demir_soregule] »Lê bila serê xwe bixwin, sûk û kuçên bê polîs û bê leşker tunene. [4933 demir_soregule] Divê ev yek jî, wek çîroka daristanê û berêz be. [4934 demir_soregule] Divê xweşî û spehibûna daristanê bi çend berazan kereh nebe. [4935 demir_soregule] Heta ku em desthilatê bistînin, em ê vê yekê biguherin.« Dilê xwe wilo xweş kir. [4936 demir_soregule] Ji bo wî, ne rewşeke nedîtî bû. [4937 demir_soregule] Di bajêr bi xwe ramiya, lê nerî. [4938 demir_soregule] Eşkere didît ku ferqeke mezin tune ye, kêm zêde wek hev in. [4939 demir_soregule] Lê dîsa jî hin ferq dîtin. [4940 demir_soregule] Lewhên navên dikanan bi tîpên cuda bûn û zimanê leşker û polîsan, ne erebî bû, êdî tirkî bû. [4941 demir_soregule] Dema bi hevdu re diaxivîn, dibû »şeldim bildimê« wan. [4942 demir_soregule] Lê pir guhê xwe neda wan, di rewşa wî de, tiştên wilo bala mirov pir nakişînin. [4943 demir_soregule] Tiştekî din di bîra wî de bû. [4944 demir_soregule] Û êdî nêzîkayî lê dikir. [4945 demir_soregule] Kêf û xiroşî tev hevdu bûbûn. [4946 demir_soregule] Hemû tişt wek ku Sarê gotibûn û hemû bi dilê wî bûn. [4947 demir_soregule] Gava çûbû, berî hemû kesên din, Gulê li ber derî dîtibû. [4948 demir_soregule] Spehîbûneke nedîtî bû. [4949 demir_soregule] Wê bîstikê dil dabûyê. [4950 demir_soregule] Sarê di derheqa spehîbûna wê de kêm û qet ne zêde gotibû. [4951 demir_soregule] Êşa ku bi dîtina wê re dabû dora dilê wî, bi zorê û heft belan di nava xwe de hiştibû û nedabû der. [4952 demir_soregule] Divê mêvan, mêvan be, giran be, bi hesab û hedan be. [4953 demir_soregule] Wilo bawer dikir û wilo kir. [4954 demir_soregule] Mala Hecî Elî, ew wek mêvanekî ezîz hilanîn û danîn; qet nehiştin ku xwe li xerîbiyê û li mala xerîban bibîne. [4955 demir_soregule] Êvaran, heta derengê şevê li dora wî diciviyan û bi malbatî şevbuhêrk dikirin. [4956 demir_soregule] Pir bi giramgirî diaxivîn û qala hemû tiştan dikirin. [4957 demir_soregule] Lê qet neketin dû sedema hatina wî. [4958 demir_soregule] Hew carekê tenê jê pirsîn. [4959 demir_soregule] Wî jî »hinek karê min li bajêr hebû, min xwest ez we jî bibînim û nas bikim... Sarê jî tembî li min kiribû ku ez bêm we bibînim« got. [4960 demir_soregule] Ev pirs careke din nema jê hat kirin. [4961 demir_soregule] Xalit û Sêvê jî êvara pêşî hatin şevbuherkê. [4962 demir_soregule] Wî û Xalit ji hevdu hez kirin. [4963 demir_soregule] Lê Xalit zû rabûbû çûbû û derengê şevê, piştî teqandinê bi nîvsaetekê, bi taksiyekê hatibû dû Sêvê û ew biribû. [4964 demir_soregule] Seîd ji Xalit hez kiribû, lê Xalit lê vala nedibû. [4965 demir_soregule] Xalit di nav civîn û şêwiran de bû. [4966 demir_soregule] Civîn û şêwiran, Nisêbînê ji hêla jîna kar ve jî germ kiribûn. [4967 demir_soregule] Heta roja pêncşemê, karê rawestandina tevrikê hatibû serastkirin. [4968 demir_soregule] Tu tiştekî kêm nemabû. [4969 demir_soregule] Çawîş hemû ji rewşê hatibûn agahdarkirin û topa karkeran pê hatibûn hisandin. [4970 demir_soregule] Her tişt tekûz kiribûn. [4971 demir_soregule] Bûbûn agir. [4972 demir_soregule] Carê gava sibehan diçûn û gava êvaran jî vedigeriyan, di seranserê sûka bajêr re »roja palan erzan e, heqê kîloke bacan e« digotin û sûk dihejandin û derbas dibûn. [4973 demir_soregule] Saw didan bajêr. [4974 demir_soregule] Bi dehan traktor û kamyon derbas dibûn û bi hevdu re wilo digotin. [4975 demir_soregule] Gelekan ji wan re li çepikan dixistin. [4976 demir_soregule] Roja pêncşemê, dema roja wan hatibû, her tişt wek ku plan kiribûn, bûn. [4977 demir_soregule] Yek çawîş tenê jî neçû ser pemboyan. [4978 demir_soregule] Ehmê Cemîlo xwest ku karkerên xwe derxe, lê kirin serê wî ku wê nikaribe here û tifaqê xerab bike. [4979 demir_soregule] Hin karkerên bê çawîş jî hatin, xwestin ku herin ser karê xwe, lê rê hemû girtî bûn. [4980 demir_soregule] Tifaqa wan sê rojan xwe wilo girt. [4981 demir_soregule] Lê roja çaran ji vî alî û wî alî deng derketin, dest bi gazinan kirin. [4982 demir_soregule] Gelek ji çawîşan dernediketin ser rêyan. [4983 demir_soregule] Hîna roja duyem hat gotin ku Remo û Xidir gelek çinvinê dikin û dibêjin ku »karberdan gunehekî mezin e. [4984 demir_soregule] Em dibin sedema hişkkirina pemboyê xelkê, xwedê vê yekê dibîne, weleh em neheqiyê li camêrên xwedî erd dikin.« [4985 demir_soregule] Ev yek diket serê gelekan. [4986 demir_soregule] Ji xwe Remo qet derneketibû ser rêyan û ji tifaqê re tu kar nekiribû. [4987 demir_soregule] Xidir jî hew roja pêşî, dor bêriyan derketibû ser xeta hesin, xwe pêş xelkê kiribû û vegeriyabû mala xwe. [4988 demir_soregule] Roja sêyem hat gotin ku Remo dibê »heger ez sibe jî nerim, bi kuştinê jî be, ez ê dusibe herim karê xwe.« [4989 demir_soregule] Remo çawîşekî mezin bû, karkerên wî her demê ji şêst kesan pirtir bûn û ên bijarte bûn. [4990 demir_soregule] Remo berî hemû kesan dest bi kar dikir û piştî hemû kesan xelas dikir. [4991 demir_soregule] Kesên ciwan û ên ku dixwestin gelek karî bikin hemû diçûn ba wî. [4992 demir_soregule] Tevrika Hecî Ehmedê Gundikî û Zahirê Hesen Çawîş dikir. [4993 demir_soregule] Ber êvarê hat gotin ku Remo, Xidir û Ehmê Cemîlo çûne ba Mala Sebriyê Ûsivê Medê. [4994 demir_soregule] Hat gotin ku Hecî Ehmedê Gundikî jî hatiye wir û dikin bazarê girêbidin. [4995 demir_soregule] Roja duyem bû ku Seîd li Nisêbînê mêvan bû. [4996 demir_soregule] Rojeke wek hemû rojên din germ bû û ezman jî çik sayî bû. [4997 demir_soregule] Hewa bêlebat bû, ba ji hêla çiyan nedihat. [4998 demir_soregule] Wext bûbû piştî bêriyan. [4999 demir_soregule] Roj gihabû ku hênikayiya di hewayê de tevî germ bike. [5000 demir_soregule] Êdî êgir dest pê kiribû û dibariya. [5001 demir_soregule] Hecî Elî çûbû karê xwe, Ûsiv çûbû karê ku bavê wî li ba xwe jê re peyde kiribû û Kamûran jî derketibû sûkê. [5002 demir_soregule] Seîd, Gulê û Stiyê li hêwanê rûniştibûn. [5003 demir_soregule] Hêwaneke dirêj û du derî bû. [5004 demir_soregule] Deriyek li bakur û yek jî li qublê bû. [5005 demir_soregule] Ba bê neyê, daîm wext lebata bayê hênik di deriyekî hêwanên wilo re tê û di ê din re derdikeve. [5006 demir_soregule] Deriyê sê odan û ê aşxanê jî ji hêwanê vedibûn. [5007 demir_soregule] Gulê nû çayê dagirtibû û rûniştibû. [5008 demir_soregule] Wê berdestî dikir. [5009 demir_soregule] Axavtin di nav wê û Seîd de bû. [5010 demir_soregule] Qala tiştên ku li dibistanan dixwînin dikirin. [5011 demir_soregule] Qala pirtûkan dikirin. [5012 demir_soregule] Di derheqa navên pirtûkan de bi sextî ji hevdu fam dikirin, lê bi heter dixwestin hevdu li ber bixin. [5013 demir_soregule] Stiyê jî carnan xwe diavêt nav û dixwest ku mijarê biguhere û xwe bike şirîka axavtinê, lê nedibû. [5014 demir_soregule] Bala wan li ser xwendinê û pirtûkan bû. [5015 demir_soregule] Wê bi xwe jî, di derheqa xwendinê û pirtûkan de nikarîbû tu tiştan bizanibe û bibêje. [5016 demir_soregule] Aramî ji bedena wê çûbû. [5017 demir_soregule] Geh radibû ser xwe û bi firavînê ve dibeziya û geh jî dihat li ba wan rûdinişt. [5018 demir_soregule] Dîsa hewl dida ku gotinê bîbe ser tiştên ku ew jî jê fam dike, lê dîsa nedibû. [5019 demir_soregule] Dema di derheqa pirtûkên M. [5020 demir_soregule] Gorkî de diaxivîn û bi baldarî li hevdu guhdarî dikirin, dengê teqîna destek çek hat. [5021 demir_soregule] Ne pir dûr bû. [5022 demir_soregule] Her sêyan li hevdu nerîn û bê deng rawestiyan. [5023 demir_soregule] Gulê rabû û derket derve. [5024 demir_soregule] Zer bûbû. [5025 demir_soregule] Wek ku zanîbû bê çi bûye. [5026 demir_soregule] Seîd da dû wê. [5027 demir_soregule] Nêzîkbûna li wê jî xweşiyek didayê. [5028 demir_soregule] Stiyê jî derket. [5029 demir_soregule] Destekî din jî teqiya. [5030 demir_soregule] Gulê gihabû hewşê. [5031 demir_soregule] Piştî dengê duyem, bi biryardarî berê xwe da ser xênî û bi derencan ve hilkişiya. [5032 demir_soregule] Stiyê lê hilat û xwest ku dernekeve ser xênî, lê Gulê bi a wê nekir. [5033 demir_soregule] Seîd jî da dû wê. [5034 demir_soregule] Tiştê ku Gulê dît ku li nav erdên rojavayê mala wan, dor pêncsed metroyan dûrî wan, xortin ji ber polîsan direviyan. [5035 demir_soregule] Çawa direviyan... nigên xwe li pişta stûyê xwe dixistin û direviyan nav malan. [5036 demir_soregule] Ji kincên wan xuya dikir ku tu kesên nas di nav wan de tune bûn. [5037 demir_soregule] Li aliyê rojhilat nerî, hinek xort ji wir jî bi aliyê malan ve direviyan. [5038 demir_soregule] Rêya bajêr di ba wan re bû. [5039 demir_soregule] Dixwestin xwe bigihînin nav bajêr û xwe di nav malan de wenda bikin. [5040 demir_soregule] Tu polîs bi dû wan de ne xuya bûn. [5041 demir_soregule] Lê hemû ewlehiya ku Gulê tê de bû, hilweşiyabû. [5042 demir_soregule] Seîd û Stiyê jî didîtin, lê tu mane nedidanê. [5043 demir_soregule] Nigên wê erd nedigirtin. [5044 demir_soregule] Di ber xwe de, bi qasî ku deng here Seîd jî »xwendevan û polîs in« got û bi lez daket jêr. [5045 demir_soregule] Seîd negiha ku jê bipirse bê çi dawe ye, çima wê germê xwendevan û polîs li nav wan erdan wilo ketine dû hevdu. [5046 demir_soregule] Tu tiştek fam nedikir. [5047 demir_soregule] Gulê rast di deriyê hewşê re derket û berê xwe da hêla xortan. [5048 demir_soregule] Li ser rêya wan sekinî. [5049 demir_soregule] Piştî ne bi gelekî, xortên ku ji aliyê rojhilat ve ber bi bajêr de direviyan, gihan nav malan. [5050 demir_soregule] Memo ji nav wan nas dikir, ew rawestand û ji wî pirsî. [5051 demir_soregule] Li ser ecelê bû, lê dîsa jî nîvrawestiya û bersiva çend pirsan dayê. [5052 demir_soregule] Gulê ew bernedida. [5053 demir_soregule] »Ma Serdar û Misto jî ne di nav we de ne, xebera te ji wan tune ye.« [5054 demir_soregule] »Ew dûr çûne, li hêla rojhilat in, lê ez nizanim bê li wir çi bûye«. [5055 demir_soregule] Memo di xiroşa lezê de bû, dixwest ku zû here û nekeve destan. [5056 demir_soregule] Hevalên wî hemû tê derbas bûbûn û ew tenê li dawî mabû. [5057 demir_soregule] Heger bihata girtin, wê polîsan bi lêdanê navê hemû kesan jê bikirina caw. [5058 demir_soregule] Hetîketiya mezin ew bû. [5059 demir_soregule] Gulê rewş fam dikir, rû lê dananî, ew berda. [5060 demir_soregule] Lê mereqdarî wek kevirekî giran daketibû ser dilê wê û mabû. [5061 demir_soregule] Gava ên pêşî gihan rasta mala Tahlo, pîrekên wan derketin ser xênî û ji kêfa serketinên xortan re sê deng lîlandin. [5062 demir_soregule] Ew her demê heval û piştgirên xortan bûn. [5063 demir_soregule] Dema polîs gihan ba mala wan, îcar daketin pêşiya wan, di kuçê de, bi keviran li ber wan pahn bûn û nehiştin ku di kuça wan re serjêrî dû xortan bibin. [5064 demir_soregule] Lê ew bi xwe jî baş êşiyan. [5065 demir_soregule] Serê bûka wan bi du cîhan şkest û qîza wan a mezin jî ji tengala xwe êşiya. [5066 demir_soregule] Lê serketin, bû a wan. [5067 demir_soregule] Keç û bûkên mala Tahlo, bi wê kirinê deng li bajarê Nisêbînê dan. [5068 demir_soregule] Dema Gulê vegeriya, xemgîn xuyabû. [5069 demir_soregule] Seîd li ber deriyê hewşê bû, Stiyê ew li wir girtibû, nehiştibû ku dûrtir here. [5070 demir_soregule] Parastina lawê xelkê ji xeteran, vatiniya wê bû. [5071 demir_soregule] Ew mêvan bû, xort û kelgerm bû, xerîb bû, nizanîbû. [5072 demir_soregule] »Te çi bihîst Gulê« Seîd got. [5073 demir_soregule] »Xwendevan û polîs in, keko. [5074 demir_soregule] Min berê bihîstibû ku wê wilo bibe. [5075 demir_soregule] Xwendevan dixwazin rojana karkeran bilind bikin, ji ber vê yekê, îro derketine û ji karkerên bê çawîş ên ku hîna li ser erdan in, daxwaz dikin ku kar berdin. [5076 demir_soregule] »Xwendevan, xwediyên erdan wan erzan dixebitînin« dibêjin. [5077 demir_soregule] Polîs jî hatine û bi dû xwendevanan ketine.« [5078 demir_soregule] Dema wilo got herdu guhên Seîd miç bûn. [5079 demir_soregule] Dengê gotina »keko« qet nebihîst. [5080 demir_soregule] Bûyer tiştekî ji bo wî gelekî balkêş bû. [5081 demir_soregule] Xiroşeke bêhedan girt bedena wî. [5082 demir_soregule] Pirs li ser pirsê jê kirin. [5083 demir_soregule] Gulê bi qasî ku karîbû, bersiv didan pirsên wî, lê hişê wê li ser Serdar bû. [5084 demir_soregule] Ji xwe bi xwe re »ma dibe ku tiştekî wilo bibe û ew ne di navde be. [5085 demir_soregule] Heger tiştin bên serê wî, ez ê çawa bikim« digot. [5086 demir_soregule] Êdî xemgîn bûbû. [5087 demir_soregule] Kêfa wê bi carekê re çûbû. [5088 demir_soregule] Lê tîna mereqdariya Seîd bi xwe, nedişikest. [5089 demir_soregule] Dixwest ku Gulê gelek tiştan di derheqa bûyerê de jê re bibêje û baştir fam bike. [5090 demir_soregule] Hin ji xewn û hêviyên wî jî misoger bûn ku di wê rêyê re derbas bibin pêşerojê. [5091 demir_soregule] Ew rê, li gor wî jî rêyeke avakirina jîn û dinyake geştir bû, nîşana xwestina babetekî azadiyê û hezkirina jînê bû. [5092 demir_soregule] Di wê derheqê de gelek pirtûk xwendibûn û fêrî gelek tiştan bûbû. [5093 demir_soregule] Di derheqa karawestandina karkerên febrîqa Putîlo û rola kêştîvanên Petrogradê de xwendibû. [5094 demir_soregule] Lê hîna tiştekî wilo bi çavan nedîtibû. [5095 demir_soregule] Tiştên wilo li ba wan nedibûn. [5096 demir_soregule] Ji ber wê yekê, Seîd bawer nedikir ku dê bikaribe tiştekî wilo di pêşerojeke nêzîk de bi çavên xwe bibîne. [5097 demir_soregule] Bîra ku wê li Nisêbînê bibîne qet nebiribû. [5098 demir_soregule] »Ma îro dest bi karawestandinê kirine«. [5099 demir_soregule] »Ez baş nizanim, lê dibe ku îro be«. [5100 demir_soregule] »Nizanim bê xwendevan çi ji dinyê dixwazin. [5101 demir_soregule] Bi hemû tiştan diaxivin. [5102 demir_soregule] We çi ji erzanbûna rojana xelkê ye lawo, ma bi serê we ketiye ku hûn wilo dikin û bi dû re van belan tînin serê xwe« Stiyê bi keder got. [5103 demir_soregule] »Weleh çavê min in jinxalê, bila wilo bikin, xebera wan e, divê hin li halê xizanan jî bipirsin« Seîd got û xwe hinekî nêzîkî Gulê kir û bi dengekî nîv nizm »ma gelo Xalit jî di nav wan de ye« got. [5104 demir_soregule] Gulê bi hejandina serê xwe, jê re eşkere kir ku ew jî di nav wan de ye. [5105 demir_soregule] Stiyê gotina xwe domand: »lawo ma ne çend cot erdê me jî hene, wê sêhrê li me jî buha bikin ha«. [5106 demir_soregule] »Xelk xwediyên bi hezaran cotên erdan in, jinxalê, heger li wan buha bû, bila li we jî piçekî buha bibe. [5107 demir_soregule] Xem nake. [5108 demir_soregule] Xelk birçî û tazî ne. [5109 demir_soregule] Min bihîstibû ku xelk bi jin û zarokên xwe ve diçin, lê incex têra nanê çend rojan derdixin. [5110 demir_soregule] Ma ev edalet e, xwedê ji te razî? [5111 demir_soregule] Vê germê, li ber vê rojê, rojane nehêja ye çi qasî. [5112 demir_soregule] Ma ne wilo ye Gulê, ma çiqasî didin wan?« [5113 demir_soregule] »Belê weleh wilo ye. [5114 demir_soregule] Hima bibêj bi nanûzikê ye, hew heqê çend kîlo bacan û îsot in.« [5115 demir_soregule] »Tu dibînî jinxalê? [5116 demir_soregule] Ev ne tu edalet e. [5117 demir_soregule] Xebera wan e jinxalê. [5118 demir_soregule] Heger ku bikaribin bikin, wê bi hezaran reben rehettir bibin. [5119 demir_soregule] Bila çend qurûşên we jî kêmtir bibin, xem nake«. [5120 demir_soregule] »Lawo welehî ez nizanim bê kîjan baş e û heq e, lê berê tiştên wilo qet tune bûn. [5121 demir_soregule] Xwediyên erdan û çawîşên palan li ser rojana palan li hevdu dikirin û sêhr dima ew. [5122 demir_soregule] Tu kesan dengê xwe dernedixist. [5123 demir_soregule] Lê dibêjin ku hin çûne Enqera û ev fitneyî ji wir anine. [5124 demir_soregule] Li taxa din Sindoq vekirine û yekî Hêştirekî jî kirine mezinê xwe. [5125 demir_soregule] Dibêjin ku simbêlên wî di bin karika guhên wî re derdikevin. [5126 demir_soregule] Ma qey ew jî xwendevan e? [5127 demir_soregule] Bi xwedê dibêjin ne xwendevan e û ne jî pale ye« got û xwest axavtinê ji ser wê mijarê bibe. [5128 demir_soregule] »Çaya me jî sar bû, nema tê vexwarin. [5129 demir_soregule] Ka rabe dîsa germ bike kaça min«. [5130 demir_soregule] »Erê weleh, min ji bîra kiribû, ez ê niha germ bikim«. [5131 demir_soregule] »Welehî wê baş be, çaya we xweş bû, adeta we serxetiyan û çayê ji a me baştir e û çaya we jî ji a me xweştir çêdibe«. [5132 demir_soregule] »Ez ê niha germ bikim« Gulê got û bi germkirina çayê ve beziya. [5133 demir_soregule] Çûn û hatina wê bi xiroş bû. [5134 demir_soregule] Tirsek di bedena wê de hebû. [5135 demir_soregule] Wê zanîbû tirsa wê çi tirs bû. [5136 demir_soregule] Seîd, ji ser pişta Stiyê daneket, avaxtin domand: »lê baş e jinxalê, ma ne mala wî Hêştirekiyê simbêlmezin ava? [5137 demir_soregule] Him ne karker e û him jî ne xwendevan e. [5138 demir_soregule] Lê dîsa jî rabûye û alîkariya rebenan dike. [5139 demir_soregule] Ma çi jê baştir heye? [5140 demir_soregule] Divê hin alîkariya xizanan bikin. [5141 demir_soregule] Heke na, wê bîr nebin û rê dernexin«. [5142 demir_soregule] »Xuya ye xwendevanên hemû deveran wek hevdu ne. [5143 demir_soregule] Seîd jî wek ên li ba me ye« Stiyê hinekî bi qerf got û rabû ser xwe. [5144 demir_soregule] »Niha xwarina min binî, girtiye«. [5145 demir_soregule] Seîd hinekî bi dilovanî keniya û bi dû de nerî. [5146 demir_soregule] Ji kirina xwe ne pir memnûn bû. [5147 demir_soregule] Lê hêvî dikir ku wê ew munaqaşa kin ku di nav wan de bûbû, ji bo wî nebe sedema pûanên xerab. [5148 demir_soregule] Gava Gulê ji aşxanê vegeriya, Seîd, »dêya te sindoq gotibû. [5149 demir_soregule] Ma sindoq çi ye Gulê« got û xwest ku axavtinê bi wê re bidomîne. [5150 demir_soregule] Gulê hinekî keniya û »dêya min şaş dibêje. [5151 demir_soregule] Ne sindoq e, sendike ye. [5152 demir_soregule] Ne partî ye, lê tiştekî wilo ye, a karkeran e« got. [5153 demir_soregule] »Min fam kir! [5154 demir_soregule] Ên wilo li ba me tune ne, lê min di pirtûkan de xwendiye. [5155 demir_soregule] Îcar ez dizanim bê tiştekî çawa ye. [5156 demir_soregule] Ew jî vekirine ha, welehî baş e«. [5157 demir_soregule] Çaxê Seîd û Gulê hîna nû dest bi axavtinê kiribûn, Hecî Elî nîv bêhnteng ket derî. [5158 demir_soregule] Gulê û Seîd ji ber rabûn. [5159 demir_soregule] Stiyê nû ji aşxanê hatibû hêwanê. [5160 demir_soregule] Piştî qewet danê, li sedema bêhntengiya wî pirsî. [5161 demir_soregule] Li ser teqînê bû. [5162 demir_soregule] Bêyî ku wext derbas bibe, »tu li van xwendevanan« got û pifîn pê ket. [5163 demir_soregule] »Nizanim bê çi bi serê wan ketiye ku nahêlin xelk herin karê xwe bikin. [5164 demir_soregule] Vê germê rojek tenê ji bo pembo wek mehekê ye, wê pemboyê xelkê hişk bikin û xisara dinyakê li hatina pembo bikin. [5165 demir_soregule] Bergîlê zavê min jî daye pêşiya hemûyan. [5166 demir_soregule] Welehî heger min ji bavî wî şerm nekira, min ê Sêvê jê bisten-da. [5167 demir_soregule] Lê baş e, bila guhê min çaroxa wî be. [5168 demir_soregule] Û Smaîlê Hêştirekî... him! [5169 demir_soregule] Wî jî xwe kiriye mezinê sindoqa wan û wan sor dike. [5170 demir_soregule] Welehî xelk kulibîne. [5171 demir_soregule] Ji xwe ê Qelenderî... wek gayê ku di nav golikan keve. [5172 demir_soregule] Di wî derî re nare û çûye bûye hevalê xwendevanan. [5173 demir_soregule] Te çi ji tiştên wilo ye lawo! [5174 demir_soregule] Çi bi serê te ketiye! [5175 demir_soregule] Heqê wî ku mirov wî di ber ereba goşt xe. [5176 demir_soregule] Baş e ku pemboyê min pêr av dabûn, hîna ne wexta tevrikê ye.« [5177 demir_soregule] »De ka bêhna xwe hinekî fireh bike apê Hecî. [5178 demir_soregule] Madem ê te avdayî ye, tu serê xwe pir pê neêşîne. [5179 demir_soregule] Ka bê çawa dibe, tu jî wek xelkê. [5180 demir_soregule] Tu îro westiyayî xuya ye. [5181 demir_soregule] Ma karê we pir e« Seîd got û xwest mijara axavtinê biguhere. [5182 demir_soregule] Li gor ku fam dikir, heger di ber re biajota, wê ne ji xêra wî re bûya. [5183 demir_soregule] »Erê bi xwedê vê demê kar pir e. [5184 demir_soregule] Bavo li qusûra min mêze neke, ez ji germê û ji ê Qelenderî aciz bûme. [5185 demir_soregule] Bi qasî sê xwendevanan heye, serê wî di wî xanî hilnayê, ew jî ketibû nav wan zarokan û li ser erdan digeriya. [5186 demir_soregule] Li gor ku dibêjin, xelkê li nav erdên hêla rojhilat demançe li wî û ên pê re kişandine. [5187 demir_soregule] Lê ez ê çi bibêjim... filitiye dibêjin.« [5188 demir_soregule] Gava wî wilo got, terqînî ji dilê Gulê hat. [5189 demir_soregule] Memo gotibû ku Serdar û Misto çûne hêla rojhilat. [5190 demir_soregule] Daket nav xemên kûrtir. [5191 demir_soregule] Ji bo ku hin tê dernexin, rabû çû aşxanê. [5192 demir_soregule] Wê bîstikê, Ûsiv ket derî. [5193 demir_soregule] Ew jî wek ewrê terizan reş û tal bû. [5194 demir_soregule] Berê xwe da bavê xwe û »zavê te bûye Enter, di pêşiya hemû kesan de li ser erdan digere û tevrikê radiwestîne« got. [5195 demir_soregule] »Min got te ew ne yê ku mirov jinan bidyê, lê te bi a min nekir«. [5196 demir_soregule] Hecî »de ka tu jî vê navrojê bêhna min tengtir nek Ûsiv. [5197 demir_soregule] Wey xwedê ruhê wî bistîne û em jê xelas bibin. [5198 demir_soregule] Ma em çawa bikin! [5199 demir_soregule] Çû! [5200 demir_soregule] Min digot qey bizewice, wê li mala xwe rûnê û baş bibe« got û şewqa xwe ji serê xwe derxist, kir kaboka xwe û wek ku acizbûna xwe ya ji germê, ji Xalit, ji ê qelenderî û ji xwendevanan ji nava xwe bipijiqîne, pifîneke dirêj berda. [5201 demir_soregule] Seîd xeter didît. [5202 demir_soregule] Tê gihişt ku bêdengî jê re baştir e. [5203 demir_soregule] Mêvan li ser mêvantiya xwe bimîne baştir e. [5204 demir_soregule] Bila Hecî biaxive ji xwe re got. [5205 demir_soregule] Bêhna Hecî li serê bêvila wî bû. [5206 demir_soregule] Lê nedixwest di huzûra mêvanan de pevçûnê bi hinan re bike. [5207 demir_soregule] Piştî ku bersiva Ûsiv dayê û bi hêrs xwêdan ji ser eniya xwe zuwa kir, gotin bir ser malbata Seîd û rewşa Qamîşlokê. [5208 demir_soregule] Axavtina xwe ya ji wir û pê ve, hêdî hêdî nerm kirin û bi bêhnfirehî domandin. [5209 demir_soregule] Lê sebir û bêhnfirehî nediket bedena Gulê bi xwe. [5210 demir_soregule] Ew wek ku li ser êgir bû. [5211 demir_soregule] Seîd du roj û sê şevên wilo li Nisêbînê ma. [5212 demir_soregule] Roja sêyem berî nîro vegeriya. [5213 demir_soregule] Veger, pê nexweş hat. [5214 demir_soregule] Ji Nisêbînê û ên ku li Nisêbînê dîtibûn, hez kiribû. [5215 demir_soregule] Dilê wî ma bi Nisêbînê ve, ma bi malbata Hecî Elî ve, ma bi qîza Hecî Elî ve. [5216 demir_soregule] Kul û kederên himbêzkirin û ramûsanên dev û lêvên Gulê di dilê wî de man û çû. [5217 demir_soregule] Ne xwezî bi bedena ku dilekî wilo tê de be. [5218 demir_soregule] Agirekî sor bi şev û rojan xwe lê dipêçe û dişewitîne. [5219 demir_soregule] Ji gumrikê pê ve, êdî bayê germ, wek ku ava germ bi tasan bi ser rûyê wî de bê dakirin, rûyê wî dişewitand. [5220 demir_soregule] Bi zimanê xwe yê lewitî, ew dialast û diçû. [5221 demir_soregule] Tê derdixist ku dilê wî bi ser Nisêbînê ve maye û Qamîşlokê giraniyeke biyan dide ser milên wî. [5222 demir_soregule] Xwe li tu deran negirt, rast çû malê. [5223 demir_soregule] Mala Hecî tûrekî nokên şorkirî şixulê Mêrdînê, helawa Diyarbekirê û fisteqên Entabê lê kiribûn bar. [5224 demir_soregule] Nû giha malê li bin tûyê avêt ber Sarê û dêya xwe. [5225 demir_soregule] Kelkela germê bû, xwêdan dabû û westiya bû, tî bû, zimanê wî gazekê ji devê wî kişiyabû. [5226 demir_soregule] Lê dilgeşiya dilê wî di her lebata wî de xuya dibû. [5227 demir_soregule] Kenekî sivik li ser dev û lêvên wî hebû. [5228 demir_soregule] Piştî ku dev û rûyê xwe şuşt, dîsa hat li ba wan li ser kursiyê rûnişt. [5229 demir_soregule] Xwe veparimand û wek ku bibêje »de ka ji min bipirsin bê ka min çi kir, ez çi dixwazim« û keserek veda. [5230 demir_soregule] Sarê bê sebir bûbû, lê dixwest ku xesûya wê dest pê bike û bipirse. [5231 demir_soregule] A rastî, Sarê tê derxistibû ku Gulê ecibandiye, ew ê bi xwe bersiva xwe girtibû. [5232 demir_soregule] Wê bi xwe zanîbû xortên ku bikaribin ji Gulê re bêjin »na«, hîna nehatine dinyê. [5233 demir_soregule] Lê dîsa jî dixwest ku bi herdu guhên xwe, eşkere bibihîze. [5234 demir_soregule] Tavilê Xanimê gotin vekir û pirsî: »ma te dît kurê min, çawa bû, tu çi dibêjî?« [5235 demir_soregule] Seîd, di derheqa tiştên wilo de ne ji dêya xwe û ne jî ji Sarê şerm dikir, bi kêfxweşî karibû a dilê xwe bibêje. [5236 demir_soregule] Xanimê gelek caran di wê derheqê de pê re diaxivî. [5237 demir_soregule] Sarê jî gelek caran dibû şahid. [5238 demir_soregule] Tu şerma wî di wê derheqê de nemabû. [5239 demir_soregule] Lê dîsa jî giraniya ku tiştên rast didin ser milan, ne wek a tiştên bi henekî ne. [5240 demir_soregule] Tu bêzariyê nade mirov, lê mirov diramîne. [5241 demir_soregule] Ew babet giraniya ku ne dijî kêfxweşiyê ye, daketibû ser bedena wî. [5242 demir_soregule] Xiroşî û bêrîkirin, ji xwe di bedena wî de digeriyan. [5243 demir_soregule] Piştî pirsa dêya wî hinek xweşî di bedena wî de peyda bû. [5244 demir_soregule] Hîna ji nû ve gul li rûyê wî ketin û bi serbilindiya serketina xwe û qapaniya mêrantî, dilgeştir bû û hinekî beşişî. [5245 demir_soregule] »Baş e yadê. [5246 demir_soregule] Qîzeke delal e, bi bejin û bal e û biaqil e« got. [5247 demir_soregule] »Mala xwedê hezar caran ava. [5248 demir_soregule] Îcar ez bimirim jî xem nake. [5249 demir_soregule] Tu poşman nabî kurê min. [5250 demir_soregule] Li Sarê binere bê çi jina mala ye. [5251 demir_soregule] Ew jî wilo ye. [5252 demir_soregule] Dilê min safî ye. [5253 demir_soregule] Di sûretê xwe de xuyabû ku bedewek e. [5254 demir_soregule] Ma te baş dît kurê min.« [5255 demir_soregule] Sarê di ber xwe de, bi serbilindî dibeşişî û serî lê mezin dibû. [5256 demir_soregule] »Ma çi ji gotinên wilo ku xesûya mirov ji bo mirov bibêje, xweştir e? [5257 demir_soregule] Bextiyarî ev bi xwe ye. [5258 demir_soregule] Ez hêvîdar im ev bextiyarî bibe para Gulê jî. [5259 demir_soregule] Seîd jî bedew e« ji xwe bi xwe re digot. [5260 demir_soregule] »Erê yadê, Gulê bedewek e«. [5261 demir_soregule] »Ma te keys lê nanînî, te ji wê bi xwe re tiştin negotin kurê min?« [5262 demir_soregule] »Na welehî yadê, min tiştekî wilo, rast û rê jê re negot. [5263 demir_soregule] Min xwest jê bipirsim, em çend caran tenê jî man, lê min şerm dikir, min nikarîbû jê re bigota.« [5264 demir_soregule] »Tê çima şerm dikir, birê min? [5265 demir_soregule] Gulê xwe ji zilaman venagire û di derheqa hemû tiştan de diaxive. [5266 demir_soregule] Wek zilaman e, serbest e. [5267 demir_soregule] Li gor ku ez dizanim, wê pir bi hêsanî li te guhdarî bikira« Sarê got [5268 demir_soregule] »Nizanim Sarê, qîzeke serbest e, do berî nîro li ba min bû, ez û ew dor saetekê tenê bûn, em di derheqa hemû tiştan de diaxivîn, me hemû tişt ji hevdu re digotin, lê min ew yek tenê jê re negot« got û rewşa wî hat bîra wî. [5269 demir_soregule] Çend caran devê xwe tijê kiribû, xwestibû bibêje, lê dîsa jî negotibû. [5270 demir_soregule] »Xem nake kurê min, em ê jê re bibêjin.« [5271 demir_soregule] »Xem nake keko, ma kî pêşî bi xwe çûye ji qîzê re gotiye ma tu dê min bikî, gotina wê jê stendiye û hîna bi dû re dê û bavên wan çûne û ew jê re xwestine? [5272 demir_soregule] Mirov diçe dibîne û vedigere. [5273 demir_soregule] Her tiştên din, karên dê û bavan in. [5274 demir_soregule] Tu xwe dilteng neke. [5275 demir_soregule] Ma gelo wê yekî ji te çêtir bike?« Sarê got û rabû berê xwe da aşxanê. [5276 demir_soregule] Piştî ku Sarê çû aşxanê, wek dema mirov dixwaze bala hinekan bikişîne ser gotineke pir girîng û bi dizzî, Seîd xwe bi ser dêya xwe de tewand û bi dengê nizm jê re got: »min ji Gulê pê ve, li vê dinyayê jin navin yadê; heger hezarên din di rêya wê de bin û dinya jî lê here, min ew divê. [5277 demir_soregule] Ew e, a ku ez lê digeriyam û a ku min dixwest ku bibe jina min. [5278 demir_soregule] Herin wê ji min re bixwazin. [5279 demir_soregule] Gelekî spehî ye.« [5280 demir_soregule] Dema Sarê ji aşxanê vegeriya, Seîd mexseda dilê xwe ji dêya xwe re gotibû, dilê xwe rehet kiribû. [5281 demir_soregule] Xanimê bi kêfxweşî û bi dilovanî dibeşişî. [5282 demir_soregule] Seîd, ew gotin, ne ji bo ku wê razî bike, gotin. [5283 demir_soregule] Lê ji ber ku Gulê, keleha dilê wî safî kiribû, nema karîbû ew gotin di xwe de veşartina. [5284 demir_soregule] Tiştên ku xwestibû ji dêya xwe tenê re bêje, dengê kizîniya dilê wî bû. [5285 demir_soregule] Sarê dixwest xwe tev li gotinê bike û axavtinê dirêj bike. [5286 demir_soregule] Her gotineke ku di wê derheqê de dihat gotin, hinek kêfxweşiya din dida wê. [5287 demir_soregule] »Çi bextiyarî ye« ji xwe bi xwe re digot. [5288 demir_soregule] Carê dixwest dilê Seîd jî xweş bike û »tu mereqan nexwe keko, ma wê yekî ji te çêtir bike?« digot. [5289 demir_soregule] »Nizanim Sarê. [5290 demir_soregule] Belkî hilfa wê neyê ser min, belkî kêfa wê ji min re neyê, belkî ew şiklê ku wê di xeyala xwe de çêkiriye, ne şiklê min e. [5291 demir_soregule] Dibe ku min nexwaze. [5292 demir_soregule] Belkî ew û yekî...,« got û serê xwe dîsa berda ber xwe û gotin birî. [5293 demir_soregule] Eşkere bû ku xem jî ketibûn dilê wî. [5294 demir_soregule] »Tu xwe bêzar neke, gaveke din wê bavê te û birayê te bên, ez ê ji wan re bibêjim...« [5295 demir_soregule] »Na yadê, ez dexîlê te me, tu dê vê navrojê vê gotinê heta wir venekî. [5296 demir_soregule] Êvarê... piştî ku ez derkevim. [5297 demir_soregule] Dema ez li vir im, hew qala wekî din bik. [5298 demir_soregule] Bes silav û hal û hewal. [5299 demir_soregule] Ji xwe îro în e, wê bavê min here xudbê. [5300 demir_soregule] Hima wilo li ser nigan nabe. [5301 demir_soregule] Êvare bibêje baştir e.« [5302 demir_soregule] Seîd, di nav zarokên Hiso û Xanimê de û di nav mezinên ku malê bûn de, ê biçûk bû, delaliyê malê bû; cirxweş, sernerm, zimanxweş û biaqil bû; maliyan hemûyan jê hez dikirin; bi taybetî dêya wî, hezkirina xwe her gavê jê re eşkere dikir. [5303 demir_soregule] Û pir pê bawer bû. [5304 demir_soregule] Tiştên ku digotin, bi serê wê diketin; bi a wî dikir. [5305 demir_soregule] Heger bawer nekiriba jî, ji bo ku dilê wî nehêle, wek ku wî digot dikir û digot. [5306 demir_soregule] Bêzariya wî, gelek êş dida wê bi xwe jî û dema dilgeş bûya, ew bi xwe jî pir dilgeş dibû. [5307 demir_soregule] Ji ber wê yekê jî her xwestina wî bi dilxweşî dianî cî. [5308 demir_soregule] Xwe li ber xwestina wî ya bi rebenî negirt û »baş e kurê min; êvarê. [5309 demir_soregule] Ma malî çawa bûn?« got. [5310 demir_soregule] »Baş bûn, gelek silav dikirin. [5311 demir_soregule] Waye gelek xelat û xwarin jî li min kirin bar, di wî tûrî de ne. [5312 demir_soregule] Mala bavê Sarê çi mirovên baş in, nedihiştin ku mirov pê bihise ku mirov mêvan e. [5313 demir_soregule] Û dixwestin ku hemû tiştên xwe bi carekê re çêbikin û ji mirov re bînin ser sifrê. [5314 demir_soregule] Çi dilfireh in. [5315 demir_soregule] Û Hecî, bi wî temenê xwe dixwest ji min re xizmetê bike, min çi qasî şerm dikir. [5316 demir_soregule] Çi camêr bû. [5317 demir_soregule] Welehî do bêhna wî hinekî teng bûbû. [5318 demir_soregule] Xwendevanan tevrik rawestandibûn, lib neçûbû ser erdan. [5319 demir_soregule] Hecî jî baş bêhnteng bûbû. [5320 demir_soregule] Ji Xalitê zavê xwe pir aciz bûbû. [5321 demir_soregule] Xuyaye Xalit îştîrakî ye û yek ji mezinên xortan e. [5322 demir_soregule] Lê qet nebû sedema ku Hecî camêrtiya xwe sist bike.« [5323 demir_soregule] »Tu ji camêriya xwe dibêjî keko. [5324 demir_soregule] Bavê min ji mêvanan pir hez dike, di mala xwe de wilo ye û bi rastî jî merd e.« [5325 demir_soregule] »Weleh wilo bû. [5326 demir_soregule] Heger min bi çavan nedîta, min bawer nedikir.« [5327 demir_soregule] »Mirovên berê, di mala xwe de kêmaniyê naynin ser xwe kurê min. [5328 demir_soregule] Nahêlin ku gotin bê ser camêrtiyê. [5329 demir_soregule] Camêrî wek zêrekî zer e, pir giranbuha ye. [5330 demir_soregule] Xelateke ji xwedê ye, bi mêvanan re li ba hemû mirovan digere. [5331 demir_soregule] Li ba kê be, divê bi rûmet hilîne û deyne, divê nexe nav nigan. [5332 demir_soregule] Hecî Elî vêna dizane, kurê min. [5333 demir_soregule] Erê erê, felekê... ma berê çi camêr li dinyê hebûn. [5334 demir_soregule] Bi navê xwedê karîbûn gayê xwe ji ber cot vekin û ji mêvanên xwe re serjê bikin. [5335 demir_soregule] Mirovên berê ne wek ên îro bûn. [5336 demir_soregule] Ne li ber a xwe û zikê xwe tenê bûn. [5337 demir_soregule] Lê Hecî Elî, hîna jî ji gelek camêran camêrtir e. [5338 demir_soregule] Xwedê xêrên wî binivîse, gelek başî bi xelkê kirine û gelek nan daye mêvanan. [5339 demir_soregule] Ji ber wê yekê jî Xwedê nehiştiye ku tu caran destteng bibe û biheyire« got û hinekî ma. [5340 demir_soregule] Ji nifşkê ve got »Erê serxetê erê. [5341 demir_soregule] Erê warê bav û kalan, warê xweş û şêrîn... ma wir jî wilo germ bû kurê min?« [5342 demir_soregule] »Erê welehî, wir jî wek vir bû. [5343 demir_soregule] Digotin hinekî hêniktir e. [5344 demir_soregule] Ez jî bawer im ku rast e. [5345 demir_soregule] Lê do piştî nîro ez û Ûsiv em çûn ciyêkî bi av û bexçe. [5346 demir_soregule] Nava wê dehla nêzîkî mala bavê te. [5347 demir_soregule] Bise navê wir çi bû...çi bû...« [5348 demir_soregule] »Berac« Sarê got. [5349 demir_soregule] »Eh. [5350 demir_soregule] Berac bû. [5351 demir_soregule] Xwedêyo, ma wir çiqasî xweş bû. [5352 demir_soregule] Heger bihişt hebe, ew der e, wir bi xwe ye. [5353 demir_soregule] Dar, av, sî, repin, ba, hênikayî û bêhna gul û çîçekan... bihişt bû. [5354 demir_soregule] Dibejin ku rojên şemî û yekşeman, li wir cîhê ku mirov nigê xwe biavêje tune ye. [5355 demir_soregule] Ji bajarên dorhêlê jî bi hezaran xelk tên, li wir xwarinê çêdikin, dixun û dîlanan li dar dixin, heta êvaran kêfê dikin û bi dû re vedigerin. [5356 demir_soregule] Wir çi hênik û xweş bû. [5357 demir_soregule] Her der av, dar, gul û repin bûn. [5358 demir_soregule] Bîhik serê xwe di nav avê dadikin. [5359 demir_soregule] Masî xwe ji nav avê bilind dikin û dîsa dadikevin. [5360 demir_soregule] Xortan xwe tazî dikirin û diketin avê. [5361 demir_soregule] Welehî mezin jî hebûn. [5362 demir_soregule] Rê li hemû deverên bexçe gerandine, li dora rêyan çam çandine û wek rîha wî melê ku mala wî li serê kuçê ye, wilo rast û spehî qusandine; şaxek ji yên din ne dirêjtir e...« [5363 demir_soregule] »Qala rîha melê neke kurê min, guneh e« Xanimê bi lez got, lê Sarê di ber xwe de dibeşişî. [5364 demir_soregule] »Min ne ji xerabiyekê got yedê, wek rîha wî xweşik bû. [5365 demir_soregule] Navê wir çi bû Sarê, xwedeh tu ka dîsa bibêj...« [5366 demir_soregule] »Berac.« [5367 demir_soregule] »Erê lê, Berac... heger ez bikaribim, ez ê her salê herim wir. [5368 demir_soregule] Min ji serxetê hez kir. [5369 demir_soregule] Digotin serxetî di xewê de mane, derengketî ne, lê na bavo. [5370 demir_soregule] Xortên wir wek ên Kuba ne, nizanin bê tirs çi ye, hindik maye erdan li xizanan belav bikin û welêt azad bikin. [5371 demir_soregule] Ez ê her salê herim serxetê.« [5372 demir_soregule] »De ka ku tu bi xêr bibî zavê mala bavê min, tu dê sedema ku her salê herî wir bibînî« Sarê got û hinêkî keniya. [5373 demir_soregule] Tiştê ku Seîd digot, sedema serbilindiyeke bêhempa bû. [5374 demir_soregule] Wek ku Seîd bibêje kaaa, li Sarê nerî, serê xwe carekê duduyan bi jêr û jor de hêdîka hejand û di bin simbêlan re beşişî. [5375 demir_soregule] Ji rengê rûyê wî xuyabû ku tiştê di dilê wî jî de, ew bû. [5376 demir_soregule] Sarê, carinan gotinên wek bizmarên ku li deppekî nerm rast bên digotin. [5377 demir_soregule] Te digot ku bi rojan ramiyaye bê wê çi bibêje û dawiya dawîn ew gotin li hevdu anine. [5378 demir_soregule] Carinan tiştên wilo, ji ber xwe ve jê re li hevdu dihatin. [5379 demir_soregule] »Kurê min welehî min jî navê wir bihîstiye, lê min nediye. [5380 demir_soregule] Te çû wir dît.. xwezî bi dilê te... ma mirov nikare ji xwe re li bin darekê, li ser repin rûne û xwe rehet bike, ya jî di wê hênikayiyê de xeweke xweş li bin darekê bike?« [5381 demir_soregule] »Çawa mirov nikare yadê. [5382 demir_soregule] Wê bedena te bi hilm û bêhn û hênikaya daran û avê rehet biba. [5383 demir_soregule] Ma ne te wir diye Sarê? [5384 demir_soregule] »Çawa min nedîtiye keko. [5385 demir_soregule] Min hezar caran dîtiye.« [5386 demir_soregule] »Ax, Xwedêyo, wir çiqasî xweş bû« Seîd got. [5387 demir_soregule] Hîna nû dest bi axavtinê kiribûn, wê hîna qala bajêr û hezar tiştên din bikirina, lê Hiso ket derî. [5388 demir_soregule] Hemû bi carekê re ji ber rabûn û cîhê rûniştinê jê re çêkirin. [5389 demir_soregule] Xwe li ser cilikê, li tenişta Xanimê duta kir û rûnişt. [5390 demir_soregule] Xêrhatin da Seîd û ji Hecî Elî dest pê kir û li halê wan û kêfa wan pirsî. [5391 demir_soregule] »Gelek silavên Hecî Elî li te hene. [5392 demir_soregule] Bibêje bavê xwe bila bê, em ê dîsa herin avgermê û bi dû re em ê herin Weyselqaranî û hemû ziyaretên din, em ê têra xwe bigerin. [5393 demir_soregule] Em ê ba û êşên di bedena xwe de dîsa ji xwe daweşinin û xwe rehet bikin. [5394 demir_soregule] Ji zû ve ye nehatiye. [5395 demir_soregule] Bila carekê bê digot. [5396 demir_soregule] Gelek silav li te dikirin«. [5397 demir_soregule] »Waa. [5398 demir_soregule] Nexwe Hecî hîna ew ger ji bîra nekiriye. [5399 demir_soregule] Hîna ji zû ve ez û ew carekê çûbûn li wan deran geriyabûn. [5400 demir_soregule] Welehî gereke xweş bû. [5401 demir_soregule] De ka em ê binerin. [5402 demir_soregule] Heger xwedê destûrê bide, ez ê dîsa herim«. [5403 demir_soregule] Sarê bi taseke ava sar hat ba Hiso. [5404 demir_soregule] »Wey xwedê ji te razî be keça min« got, simbêlên xwe zuwa kirin û »ma Hecî Elî çawa ye, hîna li ser xwe ye« got. [5405 demir_soregule] »Hecî li ser xwe ye. [5406 demir_soregule] Wek xortekî ye, hîna diçe karê xwe û tu gazinan ji tu derên xwe nake.« [5407 demir_soregule] »Wilo ye, Hecî xurt e û saxlem e. [5408 demir_soregule] Heta cara dawîn ku min ew dît jî, hîna rojeke tenê jî nexweş neketibû. [5409 demir_soregule] Û bi gelekî ji min biçûktir e. [5410 demir_soregule] Ew ne wek min e, ez mezin im.« [5411 demir_soregule] Derî vebû û Ebû Ferîd hat. [5412 demir_soregule] Seîd û Sarê ji ber rabûn, Sarê kursiyek kişand tenişta Hiso û ew li wir da rûniştin. [5413 demir_soregule] Sarê dîsa bi ava sar ve beziya û bi taseke mezin zû vegeriya. [5414 demir_soregule] Ebû Ferîd jî ket nav qisetê. [5415 demir_soregule] Hêdî hêdî ji hev re digotin û xweş dikirin. [5416 demir_soregule] Sarê li aşxanê diçû û dihat, sifre rû dikir. [5417 demir_soregule] Tavilê derket ba wan û »firavîn hazir e, fermo, hûn dikarin li hûndur jî ji xwe re biaxivin« got. [5418 demir_soregule] Hiso û Xanimê herduyan bi hevdu re, »baş e kaça min, em ê aniha rabin« gotin. [5419 demir_soregule] Hema bi dû re, »de ka em rabin, em ê li hundur biaxivin« Hiso got û da xwe. [5420 demir_soregule] Xanimê da dû wî û ên din ji li gor temenê xwe bi dû wan de rêz bûn û çûn hundur. [5421 demir_soregule] Wek her carê bi malbatî girtin ser firavînê. [5422 demir_soregule] Sarê, zarok dan pêşiya xwe û dawiya hemû kesan ket hundur. [5423 demir_soregule] Seîd, gotin di derheqa Hecî Elî û halê wî de digirt. [5424 demir_soregule] Dixwest ku dêya wî, piştî ku ew bi xwe derkeve, ji nû ve xwestina dilê wî ji bavê wî û Ebû Ferîd re rave bike. [5425 demir_soregule] Piştî firavînê, zû rabû derket, çû mala Silo. [5426 demir_soregule] Hiso, hinekî din bahsa xwe û Hecî Elî kir. [5427 demir_soregule] Destbirakiya wan kevn e, çîroka wan dirêj e. [5428 demir_soregule] Lê a Hecî Elî bi xwe hîn dirêjtir e. [5429 demir_soregule] Berî gotina çîroka Hecî Elî, divê bahsa êvarê jî bê kirin. [5430 demir_soregule] Divê bê eşkerekirin bê çi li mala Şemê bû û çi nebû. [5431 demir_soregule] Wê êvarê Seîd şîv xwar û dîsa berî ku gotin here ser karê ku pê çûbû serxetê, rabû ser xwe. [5432 demir_soregule] Gava sola xwe kir nigê xwe, karê min bi Silo heye, ez ê herim wir got û çû. [5433 demir_soregule] Wê êvarê, ji reva Seîd, ji wê kurte bêdengiya ku girtibû ser malê, ji liv û mereqdariya Hiso û Ebû Ferîd, ji awirên Xanimê, ji xiroşa ku Sarê ketibûye, eşkere dibû bê êdî divê çi bikin. [5434 demir_soregule] Bêhn û giranî û xiroşa tiştê ku wê bikirana ketibû hewê. [5435 demir_soregule] Lê her tişt li ser xênî pir eşkeretir in. [5436 demir_soregule] Ev yek ji sed salan ve wilo ye. [5437 demir_soregule] Dinya, ezmanê bi stêrikan xemilî, ba, hênikayî û mebesta dilan... hemû li wir eşkeretir in. [5438 demir_soregule] Ji sed salan ve bav û kal şevên havînên germ li ser xaniyan rûniştine, şevbuhêrk û civat gerandine, şêwir girêdane û bi dû re jî raketine. [5439 demir_soregule] Mala Şemê jî ji roja ku hatine Qamîşlokê, her wilo kirine. [5440 demir_soregule] Wê êvarê jî wilo kirin. [5441 demir_soregule] Lê wê êvarê taybetiyek di sedema rûniştina wan de hebû. [5442 demir_soregule] Wê êvarê şêwreke wan a girîng hebû. [5443 demir_soregule] Loma jî wê êvarê, piştî şîvê, wek dema endamên dadgeha engîzîsyonê ciyê xwe digirin, bêyî ku tu kes ji wan dereng bimînin, hemû derketin li ser xênî, li ciyê xwe rûniştin û xwe ji axavtinê re amade kirin. [5444 demir_soregule] Hiso Înkvîsîtorê mezin bû, Ebû Ferîd ê duyem bû, Xanimê dawedar bû û Sarê bi xwe jî endama şewrê û darezana mijarê bû. [5445 demir_soregule] Tavilê Xanimê dest bi gotara xwe kir. [5446 demir_soregule] Pêşî bahsa ku Seîd, Gulê ecebandiye û dildikin herin wê jê re bixwazin kir û bi dû re pirsyara bê ka wê çawa wî karî çareser bikin kir û êdî gotin sipart Hiso û Ebû Ferîd. [5447 demir_soregule] Lê berî wan, wê li gotina xwe zêde kir û got ku divê wilo bikin, da bikaribin heta payîzê wê bînin. [5448 demir_soregule] Wan jî bi dorê gotina xwe kirin û li hevdu vegerandin. [5449 demir_soregule] Pêşniyara wê dihat ecibandin. [5450 demir_soregule] Carê Sarê û dîsa jî Xanimê xwe tev li gotinê kirin, bi dû re hemûyan li gotina hevdu ya dawîn pirsîn û hevdu baş li ber xistin. [5451 demir_soregule] Biryar dan ku wê Gulê ji Seîd re bixwazin. [5452 demir_soregule] Tavilê Xanimê, »mala xwedê ava, va min ev roj jî dît. [5453 demir_soregule] Îcar ez bimrim jî xem nake« got. [5454 demir_soregule] Êdî şev hatibû piştî eşa. [5455 demir_soregule] Xweşî diket şevê. [5456 demir_soregule] Bayekî hênik û nerm, rawesta wê germa mirinê di hewayê de hildiweşand, can û lebat û hênikbûn didayê, deng bi herdu tûyan dixist û konsera gitara Rodrigo li dar dixist û derbas dibû diçû jêrtir. [5457 demir_soregule] Wê êvarê ba, geh ji bakur bû û geh jî ji başûr bû. [5458 demir_soregule] Çiyan û dinya hênik dilovanî û merdî dikir, lê tiştê ku xuya dibû, Sahra Ereban qebûl nedikir, dîsa bêhnteng bûbû û dixwest xezebê û bayê germ bi ser bajêr de birijîne, lê heta ku digiha wir, nerm û sist dibû û li wir, êdî dimir. [5459 demir_soregule] Wê êvarê tu desthilanîn nedikir. [5460 demir_soregule] Pir hindik caran gihabû heta ba mala Şemê. [5461 demir_soregule] Lê bayê ku ji hêla çiyan, ji hêla zozanên hênik dihat, derbas dibû, heta wan jêran. [5462 demir_soregule] Bi piranî ew li başûrê bajêr digirt û ji nû ve ji qewetê diket û dimir. [5463 demir_soregule] Gava ba ji çiyan dihat, bêhna dar û bexçan jî bi xwe re dianî û bi ser bajarê Qamîşlo werdikir. [5464 demir_soregule] Bêhna şewatê jî di hewayê nemabû. [5465 demir_soregule] Dema lebat diket bê, Hiso bi esehiya baweriya nêriyê ku di bêhna bizinê derxe, tê derdixist û bêyî ku dereng bimîne »ox! [5466 demir_soregule] îşev çi bêhna xweş di hewê de heye, bêhna çiyan e, a dar û bexçan e« digot. [5467 demir_soregule] Xanimê piştgiriya gotina wî dikir û ji ên din dipirsî bê ma ne rast e. [5468 demir_soregule] Ên din jî »erê welehî bêhneke xweş e« digotin û dîsa li gotina xwe vedigeriyan. [5469 demir_soregule] Hêdî hêdî di ber hev re digotin û ji hev re xweş dikirin. [5470 demir_soregule] Li maleke ji malên tenişta mala melê rîhxweşik, dîlaneke bê tembûrvan hebû. [5471 demir_soregule] Li ber teypê dikirin. [5472 demir_soregule] Lê li taxa di binya wan re, Seîdo dawet xweş gerandibû û deng bi ser çend taxan dixist. [5473 demir_soregule] Li nêzîktirê sûkê jî Selaho lê dixist. [5474 demir_soregule] Heçê Xidirê Omerî bû, wî şeva çûyî a xwe xelas kiribû. [5475 demir_soregule] Wî li taxa di binya kuça mezin re, ji Omeriyan re lê dixist. [5476 demir_soregule] Li pişt xênî, li wê devera vala, du çirçirkan dabûn ber hevdu û digotin. [5477 demir_soregule] Li ser xaniyekî ji wanên rojava, dengê pisîkekê jî di navinan re dihat. [5478 demir_soregule] Dengê ji ber yeke din bû. [5479 demir_soregule] Li ser tûyê, carnan çîzînî ji çûkan dihat. [5480 demir_soregule] Diyar bû ku hin ji wan pir nêzîkî hevdu bûn û nikil ji hevdu didan. [5481 demir_soregule] Lempeyeke mala Şemê li ser xênî hebû. [5482 demir_soregule] Xeteke tazî kişandibûn ser xênî û bi darekî ve daliqandibûn; êvarên reş pêdixistin. [5483 demir_soregule] Şeveke reş bû. [5484 demir_soregule] Şev, şeva civanên dildaran bû. [5485 demir_soregule] Wê hîv derengê şevê derbiketa. [5486 demir_soregule] Ezmanê tarî hîna tijê stêrik bû. [5487 demir_soregule] Wek ku stêrikên ezmên hemû wê êvarê di ser herdu bajaran re rawestiyabûn. [5488 demir_soregule] Carê di navnan re yekê ji aliyekî ezmên dest pê dikir û dirijiya heta aliyê din. [5489 demir_soregule] Bi çi lezê dibû, çi ji nifşkê ve dibû! [5490 demir_soregule] Ezman hemû xemgîn dibû. [5491 demir_soregule] Ma kî dizanê, belkî jî êşeke mezin dikişand. [5492 demir_soregule] Belkî birîneke din di gerdûnê de vedibû û kuleke din diket aramiya wê. [5493 demir_soregule] Lê heçê Hirçê bû, di ewlehiyê de, bi bejin û bala xwe ya delal, wek ku ji sedhezarsalan ve kiribû, li rasta çiyan pir dilgeş xuya dikir. [5494 demir_soregule] Pişta xwe dabû Castor û Polux û destê xwe dirêjî Arcturus kiribû, ew bi nazdarî gazî şevê dikir. [5495 demir_soregule] Herculesê bi zend û bend pir dûr bû, ew nedidît. [5496 demir_soregule] Li hêla din, rêya kayê, wek çemekî ji zîvê hilandî, ji seriyekî ezmên heta seriyê din diçû. [5497 demir_soregule] Rengê geşiya ezmanê pak û fireh bû. [5498 demir_soregule] Dikeniya. [5499 demir_soregule] Gelo, mala kîjan dilgeşan li wir bû! [5500 demir_soregule] Gelo kîjan dilgeşan ji wir temaşe dîlanên Qamîşlokiyan dikirin! [5501 demir_soregule] Gelo kî û kî di destê hev de li ber wan direqisîn! [5502 demir_soregule] Dengê Seîdo ji wir vedigeriya taxa Qudûr Beg. [5503 demir_soregule] Sarê xeyal dikir ku wê ji rojan rojeke ne pir dûr, ji bo Gulê û Seîd, li ber deriyê wan jî dîlaneke wilo mezin bigerine. [5504 demir_soregule] Wê êvarê, berî ku malbat ji bo razanê biçe ser nivînan, dîsa ji Ebû Ferîd re hat gotin bê divê çi bike û çi neke. [5505 demir_soregule] Dîsa rêya ba Ebû Merwan ji bo wî xuya dikir. [5506 demir_soregule] Lê êdî karîbû û xweş zanîbû bê ev kar çawa dibin. [5507 demir_soregule] Hecî Elî, bi eslê xwe ne Nisêbînî ye. [5508 demir_soregule] Ji zû ve, ji gundê Kerbedewan, gundekî dora qeza Midyadê, ji ber bavê xwe barkiriye Nisêbînê. [5509 demir_soregule] Bavê wî jê dixwest ku bibe keleşekî nav gund. [5510 demir_soregule] Lê wî nedixwest û nedibû. [5511 demir_soregule] Ji ber vê yekê jî, navê wî bi tirsonekiyê derxistibû. [5512 demir_soregule] wê rewşê, bi salan ajotibû. [5513 demir_soregule] Êdî qîmetê Elî li Kerbedewan daketibû pênc peran. [5514 demir_soregule] Gotina wî nema li ba tu kesan pere dikir. [5515 demir_soregule] Hemê ji ser pişta wî danediket û wî bi a wî nedikir. [5516 demir_soregule] Her ji du rojan karê Elî û bavê wî ew bû û deng diçû gundiyan hemûyan. [5517 demir_soregule] Êdî Elî, di çavên mêran, pîrekan û zarokan de tirsonekekî mirî bû. [5518 demir_soregule] Hemê, Elî ji ber wilo nedizewicand jî. [5519 demir_soregule] »Bila tovê pîs û tirsonekan ji dinyê biqele« digot. [5520 demir_soregule] Lê bi reca melê û çend camêrên din hatibû rayê û ew dereng jî be, a soxî zewicandibû. [5521 demir_soregule] Rojeke payizê ber esir, gava Hemê nû ji nav teşqelên derve ketibû hundur, dîsa dest bi pevçûnê kiribû û xwe bezandibû Elî, tavilê xwe nema girtibû, biryara ku ji gund barbike dabû. [5522 demir_soregule] Pêşî çûbûn gundê mala bavê Stiyê. [5523 demir_soregule] Piştî çend rojekî kerê wan û hinek pere ji wan deyn kiribûn û xwe gihandibûn Midyadê. [5524 demir_soregule] Çend mehên çile li wir mabûn û bi dû re hatibûn Nisêbînê. [5525 demir_soregule] Sala pêşî, heger gotin bê hewedarî bê gotin, halê wan halê kûçikan bû, bi zikekî birçî, bi yekî têr sal buhartibûn. [5526 demir_soregule] Wî wextî ji ber tunebûnê, cixare jî terikandibû. [5527 demir_soregule] Gava dû re ber xwe dîtibû jî, dîsa dest bi cixarê nekiribû. [5528 demir_soregule] Elî, pêşî li ser têlan barkêşî kiribû û bi dû re jî karê ku hîna jî dike dîtibû. [5529 demir_soregule] Karê wî bi hêsanî çêbûbû. [5530 demir_soregule] Jê re gotibûn »ma tu bi nivîsandinê û xwendinê dizanî?« dema Elî gotibû »erê«, jê re, »de ne xwe baş e Elî, hema sibe wer dest bi kar bike« gotibûn. [5531 demir_soregule] Piştî wê îcar karê wî rast bûbû. [5532 demir_soregule] Hîna gava dor dusalekî tenê bi ser barkirina wî ketibûn, Kerbedewî lê poşman bûbûn û çûbûn dû, xwestibûn wî dîsa li gund vegerînin. [5533 demir_soregule] Lê Elî ji wan re bahsa karê xwe, xweşiya ku ketibûyê û Nisêbînê kiribû û ew vala vegerandibûn. [5534 demir_soregule] Piştî wê bi çend salan îcar Hemê miribû. [5535 demir_soregule] Seroxanê birayê wî şandibû dû, lê Elî dîsa neçûbû. [5536 demir_soregule] »Bavekî min ê wilo tune ye« gotibû. [5537 demir_soregule] Dema dor hatibû parvekirina milkan, Seroxan dîsa şandibû dû, lê Elî dîsa neçûbû. [5538 demir_soregule] Wî wextî hîna şeş heft sal bi ser barkirina wî ketibûn. [5539 demir_soregule] Hîna dilşkestî û xeyidî bû. [5540 demir_soregule] Di ciwaba ku ji Seroxan re şandibû de, »ez ne li bendî tiştekî me, lê heger tiştin para min bikevin, hima mele wekîlê min« gotibû. [5541 demir_soregule] Lê piştî çend salekî, dema îcar dêya wî miribû, çûbû çend rojan li Kerbedewan mabû û careke din jî qet nema çûbû. [5542 demir_soregule] Seroxan, milk li ser destê melê par vekiribûn. [5543 demir_soregule] Hinek erdê bej û çend cot rez para Elî ketibûn. [5544 demir_soregule] Li gor parvekirina melê, xanî jî yê herduyan bû. [5545 demir_soregule] Lê xanî dabû Seroxan û para xwe ya milkan jî firotibû pismamên xwe. [5546 demir_soregule] Bi wan peran, li Nisêbînê, di nabêra çem û rêya ku ji bajêr hildikişe dahla Bûnisra de, li terefê bajêr, erdekî mezin kirîbû. [5547 demir_soregule] Pir erzan kirîbû û xaniyê xwe yê niha, di nava wî de çêkiribû. [5548 demir_soregule] Xelkê »tu dûr dikevî, tu perên xwe diavêjî« jê re gotibûn, lê wî, »wê bajar bi wir de mezin bibe, hûn ê bibînin ji niha û çend salên din, wê wir bi zêran jî neyê kirîn« gotibû. [5549 demir_soregule] Wilo derketibû. [5550 demir_soregule] Niha xaniyê wî di nava hewşeke mezin de ye. [5551 demir_soregule] Bajar çûye û ew derbas kiriye. [5552 demir_soregule] Buhayê wir bilind bûye. [5553 demir_soregule] Îro êdî dewlet nikare xaniyekî wilo, li wir çêbike. [5554 demir_soregule] Çend darên ku di hewşê de çandibûn jî êdî mezin bûbûn. [5555 demir_soregule] Du dêliyên mezin jî di hewşê de hebûn. [5556 demir_soregule] Her salê tirî bi ser herdu dêliyan de dirijiya. [5557 demir_soregule] Yek xelas dibû, a din çêdibû. [5558 demir_soregule] Li qorziya aliyê rojava yê hewşê jî, her salê mişareke bacan, yeke îsot, yeke bacanên reş, yeke xiyar, yeke tirozî, dudu pîvaz û yeke bexdenûs diçandin. [5559 demir_soregule] Çile jî lehane, pîvazterk, tivir û silk diçandin. [5560 demir_soregule] Ji ber wê yekê, qet dor nedihat xerckirina peran a li sûkê, di cîhê xwe de diman. [5561 demir_soregule] Kêfeke belek dikir. [5562 demir_soregule] Êdî tê derxistibû ku divê mirov xwe him di baweriyê de û him jî heger hewce be di jîna rojane de li hemberî xelkê bi dest û lepan jî biparêze. [5563 demir_soregule] Roja ku tê derxistibû ku divê ji Kerbedewan bar bike, »xuya ye mercên jînê wilo ne«, ji xwe re gotibû û wilo jiyabû. [5564 demir_soregule] Ji ber wê yekê, bû wek gurekî birçî û ket dû zefkirina lixavên jînê. [5565 demir_soregule] Girtibû û bernedida. [5566 demir_soregule] Dibêjin ku bajar derya ne, hin bi ser dikevin û hin jî di nav de difetisin. [5567 demir_soregule] Lê piştî ku Elî bûbû xwediyê baweriyeke wek a guran, diviyabû bi ser biketa. [5568 demir_soregule] Li Nisêbîne bi ser ketibû. [5569 demir_soregule] Di çend salekî de hêdî hêdî jê re baştir ketibû. [5570 demir_soregule] Êdî wilo bûbû ku li jîna çûyî poşman bûbû. [5571 demir_soregule] Li ber emrê ku di ber pitpita Hemê de buhartibûn diket. [5572 demir_soregule] Jîna bajêr bi her awayên xwe, ji a gund xweştir bû. [5573 demir_soregule] Karê wî hebû û pere diketin destên wî. [5574 demir_soregule] Xwedê lawek jî dabû wan û êdî ew ji wan re hiştibû. [5575 demir_soregule] Û her ku diçû, destên wî firehtir dibûn, halê wî xweştir dibû û zarok lê pirtir dibûn. [5576 demir_soregule] Stiyê, di wextê xwe de, di vatiniya xwe ya anîna zarokan de dereng ketibû. [5577 demir_soregule] Lê jineke bi bereket bû, yazdeh zarok anîbûn. [5578 demir_soregule] Xwedê sisê dîsa ji wan stendibûn û heşt jî hiştibûn. [5579 demir_soregule] Sax hemû bi hêsanî mezin kiribûn. [5580 demir_soregule] Hecî Xêredîn ê mezin bû. [5581 demir_soregule] Hecî Xêredîn bi jin bû û çar zarokên wî hebûn. [5582 demir_soregule] Hecî Elî ew zû zewicandibû û ji malê cihê bû. [5583 demir_soregule] Berî heft salan Hecî Elî xaniyek jê re kirîbû, dikanek jê re vekiribû û ew ji malê cihê kiribû. [5584 demir_soregule] Abora zarokên wî êdî wilo dibû. [5585 demir_soregule] Bi dû serê Xêredîn re Sarê û Medîna dihatin. [5586 demir_soregule] Sarê gihabû binxetiyan û Medîna jî li Enqerê bû. [5587 demir_soregule] Mêrê wê li wir kar dîtibû û barkiribûn wir. [5588 demir_soregule] Enqera pir dûr bû, rêya wan pir bi welêt nediket. [5589 demir_soregule] Bi dû serê Medîna re jî Ûsiv, Sêvê, Gulê, Kamûran û Selma dihatin. [5590 demir_soregule] Li Nisêbînê ji Elî re li hevdu hatibû. [5591 demir_soregule] Piştî ku ji gund barkiribû, rojên xizaniyê û her babet qiriktahliyê jê bi dûrtir diketin û ên xweş nêzîktir dibûn, jiyan jê re baştir û baştir dibû. [5592 demir_soregule] Êdî ew bi xwe jî fêrî derxistina per-an bûbû. [5593 demir_soregule] Di ber karê xwe yê fermî re, hêdî hêdî fêrî çandina pembo jî bûbû. [5594 demir_soregule] Dîtibû ku karekî hêsan û bi feyde ye. [5595 demir_soregule] Û rast hisab kiribû, lê dîsa jî salinan dikir û salinan nedikir. [5596 demir_soregule] Zarok hûr bûn, pê re nedigiha. [5597 demir_soregule] Erê Elî ne pir dewlemend bû, nîvhalxweşekî ne pir li ber çavan bû, lê ji roja ku dest bi çandiniya pembo kiribû û pê ve, êdî baş perên wî çêbûbûn. [5598 demir_soregule] Berî bi çend salekî, li nêzîkî sûka bajêr, rêzeke dikan û li ser wan jî xaniyekî din ava kiribû. [5599 demir_soregule] Xaniyekî delal bû, midîrekî mezin tê de bû. [5600 demir_soregule] Lê wî, xwe ji dewlemendan hisab dikir û pêşî bi awayekî ne pir ewle, lê dû re, bi lebateke eşkere nirxekî ji yê xwe bilindtir li xwe dikir. [5601 demir_soregule] Helwesta wî ya »min got, xebera min e û rast e«, bi çêbûna perên wî re pê re qewîntir bûbû. [5602 demir_soregule] Êdî ji gotina ku digot danediket, diviyabû wek wî bibe. [5603 demir_soregule] Ji xwe di malê de tiştê ku bigota, diviyabû bibe. [5604 demir_soregule] Hêdî hêdî nizmdîtina xizanan jî li ba wî peyda bûbû. [5605 demir_soregule] Lê gava xwedê karê hinan li hevdu tîne û dide wan, li vê yekê nanere. [5606 demir_soregule] Dide û her dide. [5607 demir_soregule] Elî heta niha du caran çûye mala xwedê tewaf kiriye û bûye hecî. [5608 demir_soregule] Bi wî awayî qedrê wî di civatê de pirtir bûye, hejmara ên ku li sûkan û li ber dikanan ji ber radibin û li gotina wî guhdar dikin pirtir bûye. [5609 demir_soregule] Êdî navê wî jî nema Elî tenê ye. [5610 demir_soregule] Hecî Elî ye. [5611 demir_soregule] Soz daye Stiyê ku wê carekê wê jî bibe Hecê. [5612 demir_soregule] Xwedê dida wî û wî jî dîsa dida xwedê. [5613 demir_soregule] Wî û xwedê wilo li hevdu dikirin. [5614 demir_soregule] Lê ji bo ku xwedê bida, xebateke ji dil hewce bû. [5615 demir_soregule] Ji demekê ve bû her-du kar di ber hev re dikirin; êdî her salê dikir. [5616 demir_soregule] Him karê xwe yê li daîra dewletê dikir û him jî pembo diçand. [5617 demir_soregule] Hatina wî ya ji karmendiya wî, heger ku tu nexweşî û belên mezin nehatina serê hinan ji wan, têra xerciya wan a malê dikir. [5618 demir_soregule] Ên ku ji pembo jî dihatin, li cîhekî hiltanîn. [5619 demir_soregule] Li gor ku dihat gotin, li ba dikandarekî dost bûn, jê re dişixulandin û mîktara wan, sal bi sal, ji nû ve di rûpelekî tênûsa bêrîka xwe de dinivîsand. [5620 demir_soregule] Hecî Elî wek xelkê perên xwe bi selefê nedidan, lê li gor navê kuwî bi xwe li kirina xwe dikir »li ba dostekî wî yê dikandar jê re lê zêde dibûn«. [5621 demir_soregule] Ê dikandar kî bû, ne kî bû, bi esehî nedihat zanîn, lê tiştê ku dihat zanîn, ku wî û Hecî Elî di vê derheqê de bazareke baş kiribûn. [5622 demir_soregule] Mêrik pere dixebitandin û li wan zêde dibû. [5623 demir_soregule] Nîvê dikanê bi perên Hecî Elî bû. [5624 demir_soregule] Lê ji tiştê ku bi ser diket, serê sedî sîh, para wî bû. [5625 demir_soregule] »Gava bazar wilo be, ne selef bû û ne karekî guneh bû« digot. [5626 demir_soregule] Her sê keçên xwe yên mezin jî bi dorê dabûn û hinek ji qelenê wan, hîna jî li cîhekî ewle, ji pereyên xwe yên din cuda hilanîbûn. [5627 demir_soregule] »Ew ne wek ên ku mirov bi keda xwe dicivîne ser hev pak in; ew ji Hec, mûlid û xerciyên rojiyê re qet nabin« digot. [5628 demir_soregule] Lê bi qismê mezin ji wan peran, xaniyê xwe yê li nêzîktirê nava bajêr ava kiribû. [5629 demir_soregule] Hecî Elî, »ji ber ku qelen êdî bûye xanî û dikan, pereyên ku ji kirê tên, nema hatiniyeke ji qelen e, helal in« digot. [5630 demir_soregule] Mele Mislimê dostê wî pir zane bû, fitû bi wî awayî jê re dîtibû. [5631 demir_soregule] Hecî, xwe û zarokên xwe ji tiştên ku pêwîst bûn mahrûm nedikir, lê dîsa jî li gor baweriya hin hevalên wî yên kar, xerciya wî ne pir bû, hindik bû. [5632 demir_soregule] Hinan jê rewşa wî dibirin heta nêzîkî xesîsiyê jî. [5633 demir_soregule] Lê li gor wî, li derve, kirina xerciya zêde, guneh bû. [5634 demir_soregule] Ew di mala xwe de, ji mêvanan re merdekî mêran bû. [5635 demir_soregule] Dengên hevalên wî yên kar diçûnê, lê wî guh nedida wan. [5636 demir_soregule] Ew di doşa xwe de nedidîtin. [5637 demir_soregule] Hevalên wî yên wekî din hebûn, gotina wan li ba Hecî Elî pere dianî. [5638 demir_soregule] Ew mezin bûn, xwedî pembo û gund bûn. [5639 demir_soregule] Ew cuda û bilind bûn. [5640 demir_soregule] Hecî Ehmedê Gundikî yek ji dostên wî bû. [5641 demir_soregule] Zilamekî bi malê dinyê xurt bû û di civatê de xwedî desthilateke bi saw bû. [5642 demir_soregule] Li gor ku xelkê bawer dikir, tiştekî ku ji bo peran nekira, tune bû. [5643 demir_soregule] Tiştekî ku ji destê wî nehata, tunebû. [5644 demir_soregule] Çi sala ku sêhra rojana tevrikê dihat danîn, ew xwediyê gotineke giran bû. [5645 demir_soregule] Çawîşên palan, wek ku cin ji hesin ditirsin, jê ditirsiyan. [5646 demir_soregule] Hecî Ehmed, roja sêyem a rawestandina tevrikê, piştî limêja esir, ji bo ku rewşa ji tofanê bi çavên serê xwe bibîne, li tirimpêla xwe suwar bû û çû nav pembo. [5647 demir_soregule] Li seriyekî rawestiya û awira xwe bi keder li ser gerand. [5648 demir_soregule] Tiştê ku wê jê bihata hisab dikir. [5649 demir_soregule] »Malê dinyayekê ye, lê ê Hêştirekî û sêlekên xelkê dixwazin hemûyî hişk bikin« ji xwe re got. [5650 demir_soregule] Ji xwe roja ku wê pale berdana nav û tevir bida, kar hatibû rawestandin. [5651 demir_soregule] Hecî Ehmed di deriyekî teng de hatibû girtin. [5652 demir_soregule] Buhust û nivê bilind bûbû, lê wê hemû bi axê de biçûya. [5653 demir_soregule] Û »wê wê tevrikê bi xwe, berê pembo bikira du qat«. [5654 demir_soregule] Lê nedihiştin. [5655 demir_soregule] Vê germê, rojek ji bo pembo bi gelekî bû. [5656 demir_soregule] Sê rojên germa cehnemê lê çûbûn. [5657 demir_soregule] Rojê nema zanim bê çend ton lê dişkestin. [5658 demir_soregule] »Hemû pere ne, perên pir in. [5659 demir_soregule] Wê di hefteyekê de hemû bihata tevirdan û ji eşêfê bihata pakkirin. [5660 demir_soregule] Bi dû re jî îcar wê bihata avdan. [5661 demir_soregule] Axx! [5662 demir_soregule] wê bifûriya, wê bigihişta ser kabê« got. [5663 demir_soregule] Lê didît ku eşêf buhustekê rabûye û serê tayên pembo ji bêavbûnê xiliyane nav şax û perên eşêfa zalim. [5664 demir_soregule] Serposka xwe di nav axê hilda, dît ku axa diviyabû rewê bide pembo, ji bêavbûnê buhurtiye. [5665 demir_soregule] Qelşên ku lê ketibûn, li ber çavên wî dibûn wek devên tirbên li bendî wî bi xwe. [5666 demir_soregule] Dilê wî hat givaştin û tama tahliya mirinê da ser dev û lêvên wî. [5667 demir_soregule] Ji qahran çavên wî bûbûn wek du sersotan. [5668 demir_soregule] Îmana ku pê re hebû hemû di serê bêvila wî re derket û çû. [5669 demir_soregule] Bi leza gunehkar û keleşan li xwe fitilî û berê xwe da rê ku here. [5670 demir_soregule] Wî çaxî dît ku Tajdînê keraxê wî jî bi mitale û stuxwar, çend metroyan dûrî wî, li pişt wî ye. [5671 demir_soregule] Tê derxistibû ku bêhna Hecî bûye wek dema mirov îsota tûj bixwe. [5672 demir_soregule] Ji ber wê yekê newêrîbû xwe tev bide û deng ji xwe derbixe. [5673 demir_soregule] Gava Hecî di ber re çû ba tirimpêla xwe, silava xwedê jî lê nekir. [5674 demir_soregule] Ji bahcan bê dîn û bê îman bûbû. [5675 demir_soregule] Gava deriyê wê mersedesa delal ku di bin roja esir de diçirisand li xwe girt, hindik mabû ku ji hevdu de bixe. [5676 demir_soregule] Ew tirimpêla delal, bi wî rengê xwe yê sor, di nav derya pemboyê kesk de, wek ku guleke bi tenê, di serê darê de xuya bike bû. [5677 demir_soregule] Gava nalîn bi motorê wê ket û ket rê, lastîkên wê, pêşî du fitlan di cîhê xwe de fitilîn û ji nû ve meşiya. [5678 demir_soregule] Axa rê buhustekê kola, toza dinyayekê bi dû xwe xist û çû. [5679 demir_soregule] Xwedê rîha bavê Tajdîn sitirand ku hinek lebat ji hêla rojhilat ve di bê de hebû, toz hêdîka ber bi aliyê din de qulipand. [5680 demir_soregule] Lê dîsa jî bêhna axa cûtî, wek bêhna pîşo tûj û eşkere, di nav hemû bêhnan re çû û ket bêvila wî. [5681 demir_soregule] Tajdîn karîbû bêhna axê ji nav hezar bêhnan derxe û nas bike. [5682 demir_soregule] Bêhna lastîkan û benzîna şewitî jî, bêhneke mir û tûj kiribû hewê. [5683 demir_soregule] Hecî Ehmed, bi wê lezê rast çû bajêr, ba mala Sebriyê Ûsivê Medê. [5684 demir_soregule] Ên ku ew bi rê de didîtin, »bi xwedê Hecî Ehmed araq vexwariye... ma ku ne araq vexwarî be, mirov tirimpêlê wilo dajo camêr. [5685 demir_soregule] Wek dîna dajo« ji hevdu re digotin. [5686 demir_soregule] Hinan jî »hebe nebe hin ji mala Hecî Ehmed nexweşên giran in, wê here doktor bigihîne ser wan, ji ber wê yekê wilo bi lez dajo« digotin. [5687 demir_soregule] Elî, Serdar, Misto û Izzet li ber dikana Celîlo rûniştibûn û çayê vedixwarin. [5688 demir_soregule] Celîlo camêrekî ku ji xwendevanan hez dikir bû. [5689 demir_soregule] Ew û Elî baş dost bûn. [5690 demir_soregule] Çi dema ku Elî ji xwendinê dihat, çend carekî ser didan Celîlo. [5691 demir_soregule] Wê êvarê dîsa serdaneke wilo bi dostên xwe re dikir. [5692 demir_soregule] Dîtin bê Hecî Ehmed bi çi xezebê derbas bû. [5693 demir_soregule] Xwedê rîha bavê wan sitirand ku kamyona avê ya belediyê nû rê avreşandî kiribû, toz ranebû. [5694 demir_soregule] Bêhna axa şil ketibû sûkê. [5695 demir_soregule] Gava Hecî derbas bû, bi hevdu re bi dû de nerîn lê tu mane nedan wê ajotina wî. [5696 demir_soregule] Misto di sedema leza wî derxist: »hûn dibînin... bûye wek hirçê ku mirov êgir bi qûna wî veke... çawa wek dînan diajo. [5697 demir_soregule] Çaxê ku mirovên bitir aciz dibin, wilo dibin. [5698 demir_soregule] Bûye suwarê wê mersedesa delal, lê hîna benzînê û gazê ji hev nas nake. [5699 demir_soregule] Ax! [5700 demir_soregule] Dewlemendiya bi hêsanî û ji nifşkê ve û nezanî çiqasî li hev nakin. [5701 demir_soregule] Wek çêleka di kirasê bûkan de ye. [5702 demir_soregule] (hemû bi dengê bilind keniyan) Ez wê rojê wilo rasthatinî di ber benzînxanê re derbas bûm, ew jî li wir bû û bi qûretî ji yê ku li ber benzînxanê bû re, »tirimpêla min tije gaz bike, zû, li min dereng e« digot. [5703 demir_soregule] Heta ez derbas bûm jî, herduyan li ber hevdu didan bê ma divê gazê, ya jî benzînê berde tirimpêlê« got. [5704 demir_soregule] »Ew kî bû, Misto« Serdar pirsî. [5705 demir_soregule] »Hecî Ehmedê Gundikî bû. [5706 demir_soregule] Ma tu wî ji wê tirimpêla delal jî nasnakî malava. [5707 demir_soregule] Ma çend bi wî rengî li vî bajarî hene? [5708 demir_soregule] Ma ne li nav pemboyê wî bû demançe li me kişandin? [5709 demir_soregule] Tu ka bila du rojên din jî herin, welehî wê li sûk û kuçan bigirîn û bikin hewar«. [5710 demir_soregule] »Ew bû ha«. [5711 demir_soregule] »Erê welehî ew bû. [5712 demir_soregule] Ax, ew tirimpêla delal... heger mirov bi yeke wilo here Enqera û Stembolê... hûn ê bibînin bê xezalên nûgihayî çawa tên dora mirov digirin« got û li Elî nerî. [5713 demir_soregule] Elî û ên din hinekî di ber xwe de keniyan. [5714 demir_soregule] Elî di ber ken re »wilo ye Misto. [5715 demir_soregule] Ew jî bi perên ku bi taba me xebatkaran hatiye çêkirin û kirîn e... tu dibînî. [5716 demir_soregule] Bi dû re jî dilê me pê bi me dişewitînin« got. [5717 demir_soregule] »Rast e, lê ev bitirî ji wan re namîne... heger em bên ser hukum, em dizanin bê em çi dikin«. [5718 demir_soregule] »Wê ew roj bê« Elî got. [5719 demir_soregule] Hecî rast ajot ber deriyê Sebriyê Ûsivê Medê. [5720 demir_soregule] Fûadê lawê wî li hewşê, li ser kursiyekê bû û li kovareke rengîn dinerî. [5721 demir_soregule] Dema Hecî Ehmed ket hewşê, kovara xwe li hevdu pêça û rabû ser xwe. [5722 demir_soregule] »Ma bavê te li mal e«. [5723 demir_soregule] »Erê apê Hecî«. [5724 demir_soregule] »Ha ji te re mifta tirimpêla min... here Zahirê Hesen Çawîş, Hecî Mahmûdê Diranzêran û Hemê Hûran werîn û wer. [5725 demir_soregule] Bibêje, bavê min û apê min Hecî Ehmed gazî we dikin. [5726 demir_soregule] Aliyekî serê wan qusandî yek hiştî bi-la bên. [5727 demir_soregule] Wî Hecî Xerabê Kurîsan jî werîn. [5728 demir_soregule] Mala wî jî li ba mala Hemê Hûran e« got. [5729 demir_soregule] Fûad bi kêfxweşî berê xwe da deriyê hewşê û çû. [5730 demir_soregule] Bi wê tirimpêla delal, wek bê li sûka bajêr xist. [5731 demir_soregule] Li deverên ku zuwa bûbûn, toz bi sûkê xist. [5732 demir_soregule] Berçavkeke reş a rojê dabû ber çavên xwe û di tirimpêlê de heta ku karîbû xwe bi paş de pal dabû. [5733 demir_soregule] Cama ba xwe vekiribû û enîşka xwe buhustekê tê re derxistibû. [5734 demir_soregule] Xelkê, heta ku bi çavan xuya dikir, bi dilşewatî bi dû de dinerîn. [5735 demir_soregule] Li vegerê jî bi wê qapaniyê û lezê ajot. [5736 demir_soregule] Kuçe zuwatir bûbû, sûk bi dû xwe de tije toz û dûman kir. [5737 demir_soregule] Fûad, hîna nîvsaetek neçûbû, Hecî Mahmûdê Diranzêran ne tê de, lê ên din hemû anîn. [5738 demir_soregule] Dema ketin derî û hedî hêdî derbasî hundur bûn, Fûad tenê li ber derî li ber çavên Hecî Ehmed ket û got: »here Remo, Xidir û Ehmê Cemîlo jî werîn. [5739 demir_soregule] Heger xwe bidin vî alî û wî alî, ji wan re, »bi qesem apê min Hecî nahêle li we bibe sibeh, bibêj«. [5740 demir_soregule] Hecî Xerab hîna li ser nigan bû, dev li zimanê xwe kir û berî ku Hecî Ehmed tiştinan ji wî re jî bibêje, zû rûnişt. [5741 demir_soregule] Fûad çû û hersê çawîş jî di nîvsaetê de anîn ber destê Hecî Ehmed û ên din. [5742 demir_soregule] Reng ji wan çûbû, bûbûn wek şimmê. [5743 demir_soregule] Ji silava xwedê pê ve, gotin ji devê wan derneket û li nêzîkî derî, li ser xalîçeke ku pirça wê wek repinê buharan bilind bû, hêdîka xwe berdan ser kaban û man. [5744 demir_soregule] Bi sûcê xwe zanîbûn. [5745 demir_soregule] Fedîkar bûn. [5746 demir_soregule] Xidir û Ehmê Cemîlo serê xwe berdabûn ber xwe û destê xwe di pirça xalîçê didan. [5747 demir_soregule] Serê Remo ji nizmbûnê bilindtir bû û li bendî pirsan bû. [5748 demir_soregule] Hecî Ehmed bi ser wan de qîriya: [5749 demir_soregule] »Hûn bi sûcê xwe dizanin ne wilo«. [5750 demir_soregule] »Zor li me kirin Hecî, bi wê heca ku tu çûyê, me nedixwest ku wilo bibe, lê welehî wê em bikuştina« Remo got. [5751 demir_soregule] Ehmê Cemîlo ser temam kir: »welehî me xwest ku em xwe tev li tifaqa wan nekin, lê zor li me kirin.« [5752 demir_soregule] Hecî dengê xwe bilintir kir: »wey xwedê ruhê we bistîne. [5753 demir_soregule] Hûn çi tirsonekên mirî ne. [5754 demir_soregule] Min nedihişt ku destê wan bigihije we. [5755 demir_soregule] Lê we çû xwe ji sêlekan û fitnan tirsand«. [5756 demir_soregule] Sebriyo dît ku bi darê Heci nagihijin tu deran. [5757 demir_soregule] Gotin ji devê wî girt: »tu ka raweste Hecî, tiştê çû çû« got û berê xwe da çawîşan. [5758 demir_soregule] »Ma çiqasî dixwazin«. [5759 demir_soregule] »Welehî wê dor pazdeh lîran bixwazin« Remo got. [5760 demir_soregule] »Pazdeh lîre« hemûyan bi hevdu re gotin. [5761 demir_soregule] Hecî Xerab »em vî qase karî dikin, lê em dîsa çar weqatê salê bi hesreta qurûşan in, na lo, bila bên malê me tevî ji xwe re bibin... ev talanî ye. [5762 demir_soregule] Ma ji xwedê jî natirsin...« [5763 demir_soregule] »Ka tu raweste Hecî Xerab« Hecî Ehmed got. [5764 demir_soregule] »Bi wê Heca ku ez çûmê, ez ê îşev herim gundên Midyadê û çi xerabê ku heye bînim vî bajarî. [5765 demir_soregule] Ez ê bikim ku deh mêran li erdê raxin. [5766 demir_soregule] Ez ê bikim ku pêşî we hersêyan bi gulan bikin serad. [5767 demir_soregule] Ma em li serê çiyan in ku dixwazin me ji xwe re wilo tazî bikin. [5768 demir_soregule] Du lîre û nîv û ne qurûşekî din. [5769 demir_soregule] Pazdeh lîre!... ma em ê çi bixwin?« [5770 demir_soregule] »Hecî ez xulamê te me bêhna xwe hinekî fireh bik, em ê bi bêhnfirehî rêyekê bibînin. [5771 demir_soregule] Tu çima xwe aciz dikî xwedê ji te razî« Remo got. [5772 demir_soregule] »Erê lo Hecî... tu ka bêhna xwe fireh bike... îro çi bi te hatiye... tu caran tu wilo bênhteng nebûye. [5773 demir_soregule] Ka raweste, vaye camêr hatine, em ê bi hev re bikaribin deriyekî xêrê vekin« Sebriyo got. [5774 demir_soregule] Zahirê Hesen Çawîş xwe avêt nav: »xebera Sebriyo ye, bêhna xwe fireh bike Hecî Ehmed«. [5775 demir_soregule] »Ma bêhnfirehî bi kêrî çi tê xwedê ji we razî? [5776 demir_soregule] Xuya ye hûn neçûne û we nediye bê ew pemboyê delal ketiye çi halan. [5777 demir_soregule] Dike ku hişk bibe hûn radibin ji min dixwazin ku ez bêhna xwe fireh bikim«. [5778 demir_soregule] »Weleh tu çi bikî heqê te heye« Ehmê Cemîlo got. [5779 demir_soregule] Sebriyo berê xwe da Hecî û got, »Hecî, em ê penc lîran bidin û bila sibe bên dest bi karê xwe bikin«. [5780 demir_soregule] »Penc lîre gelekin bavo, ma hûn çawa hisab dikin«. [5781 demir_soregule] »Xem nake Hecî... ew jî guneh in, bila xêra miriyên me be« Zahirê Hesen çawîş got. [5782 demir_soregule] Sebriyo gotina wî dubare kir û got: »erê lo«. [5783 demir_soregule] »Weleh pênc lîre gelek in, lê ma em çawa bikin, em nikarin pembo hişk bikin. [5784 demir_soregule] Fitne û fesad ketine bin xelkê û nahêlin ku bên karê xwe bikin. [5785 demir_soregule] Ne ji xwedê ditirsin û ne jî ji mirovan şerm dikin« Hecî Xerab got.. [5786 demir_soregule] »Ma pênc lîre çawa ne gelî çawîşan? [5787 demir_soregule] Heyran hema bêyî ku ez ji van camêran bipirsim, min roja we jî pazdeh lîran zêde kir« Sebriyo got û li Remo, Xidir û Ehmê nerî. [5788 demir_soregule] Hersêyan li hevdu nerîn, bi serê xwe û çavên xwe ji hevdu re gotin baş e. [5789 demir_soregule] Bi dû re Remo berê xwe da Sebriyo û »heyran baş e, lê ez texmîn nakim ku em bikaribin sibe derkevin ser erdan. [5790 demir_soregule] Divê em herin, em sêhrê rast bikin û çawîşan razî bikin.« [5791 demir_soregule] »Du roj ji we re mohnet« Zahirê Hesen Çawîş got. [5792 demir_soregule] »Çima du roj Zahir, du rojên vê germê ji bo pembo bi gelekî ne« Hecî Ehmed got. [5793 demir_soregule] »Ez dizanim Hecî... lê baweriya te ji xwedê hebe, ne wek ku tu dibêjî hêsan e. [5794 demir_soregule] Ez dizanim bê çi tifaq girêdanê. [5795 demir_soregule] Ez îro sibehê derketim û min bi herdu çavên serê xwe dît. [5796 demir_soregule] Xort û xwendevanên vî bajarî hemû derketibûn ser rêyan. [5797 demir_soregule] Bi navê xwedê heger em ne bi hosteyî bikin, deh mêr dikarin li kuçan bikevin. [5798 demir_soregule] Ma heger ne eskerekî giran bê, kî dikare hemûyan ji rêyan derxe«. [5799 demir_soregule] »Xebera xalê Zahir e« Remo got. [5800 demir_soregule] Hecî Ehmed rabû ser kabokan û teqiya: »heger bi esker bibe, ez niha diçim ba serdarê leşkeran. [5801 demir_soregule] Ez ê jê re bibêjim heger bi kuştina deh xwendevanan jî be, divê tu rêyan vekî. [5802 demir_soregule] Bi navê xwedê libek leşker li tabûrê nahêle, wê hemûyan ji bo min derxe ser rêyan û nav pemboyan. [5803 demir_soregule] Ew li min«. [5804 demir_soregule] »Hecî ha Hecî, weleh îro agir ji devê te dibare«. [5805 demir_soregule] Sebriyo: »na Hecî Ehmed, na... bêhna xwe fireh bike« got û zîvirî ser Hecî Xerab û »tu jî hinekî bi zimanê xwe bikaribe Hecî Xerab, tu kêfa xwe ji kuştinê re tînî« got û îcar zîvirî ser çawîşan: »madem hûn bi bazarê re ne, de herin sêhrê bigihînin xelkê. [5806 demir_soregule] Lê eseh eseh, hûn nebin sedema tu tevliheviyan. [5807 demir_soregule] Bi bênhfirehî hevdu li ber bixin û bibêjin pênc lîre bes in û baş e«. [5808 demir_soregule] »Bavo tiştê ku Sebriyo dibêje, tiştekî baş e. [5809 demir_soregule] Bila sêhr wek gotina wî be. [5810 demir_soregule] Hecî Ehmed ez dexîlê te me tu jî bêhna xwe hinekî fireh bike û we selam« Hemê Hûran got. [5811 demir_soregule] Hecî Ehmed serê xwe bi bêhntengî hejand. [5812 demir_soregule] Bêdengî ket civatê. [5813 demir_soregule] Hersê çawîşan li hev nerîn û bi çavan ji hev re »baş e« gotin. [5814 demir_soregule] Bi dû re, »baş e... ya xwedê... de rabin em herin û bazara xwe eşkere bikin heyran« Remo got. [5815 demir_soregule] »Bi xatirê we gelî camêran. [5816 demir_soregule] Bazara me ser xêrê be. [5817 demir_soregule] Li qusûra me mêze nekin« Ehmê Cemîlo got û da pêşiya herduyên din. [5818 demir_soregule] Ev yek zû hat bihîstin û li nav bajêr geriya. [5819 demir_soregule] Roja şemiyê, ne bi gelekî piştî ku roj çûbû ava, derket ku tiştê tê gotin rast [5820 demir_soregule] e. [5821 demir_soregule] Mirad û Mûsa hatin û gotin »Smaîl, heyran, Remo, Xidir û Ehmê dibêjin me bazar girêdaye, me pênc panot li roja karkeran zêde kirine. [5822 demir_soregule] Divê em sibe herin ser karê xwe«. [5823 demir_soregule] Lê Simaîlo û ên din, hewcedariya ku dûr û dirêj bişêwirin nedîtin û na gotin. [5824 demir_soregule] Tu kesan pênc panot qebûl nekirin. [5825 demir_soregule] Remo, Xidir û Ehmê Cemîlo tenê man xwediyê wê bazarê. [5826 demir_soregule] Ên din hemûyan li hember wê yekê gotina xwe kirin yek û dan destê Smaîlo. [5827 demir_soregule] Mirad û Mûsa şandin ser wan: »heyran herin bibêjin Remo, Xidir û Ehmê... bibêjin ezbenî em bazara ku we kiriye, qebûl nakin. [5828 demir_soregule] Kîloya bacanan bi pênc kaxetan e. [5829 demir_soregule] Pênc kaxet ne pere ne«. [5830 demir_soregule] Piştî saetekê Mirad û Mûsa vegeriyan û gotin »heyran, dibêjin pênc kaxet bes in, lê ji bo ku nebe bêbextî, em sibejî narin kar. [5831 demir_soregule] Lê welehî dusibe em ê herin, me soza xwe daye«. [5832 demir_soregule] Wê êvarê hinekî derengtirê şevê hat bihîstin ku zilamên xwediyên pemboyan ketinê pêşiya Hadiyê Sofihincyas û Izzetê mala Çawîş. [5833 demir_soregule] Lê li gor ku dihat gotin, herduyan wek du pilingan xwe parastibûn û carê yek dudu ji ser xwe avêtibûn. [5834 demir_soregule] Seyfê Gavanan jî hema rasthatinî wê bîstikê di wir re derketibû û xwe dabû kêleka wan. [5835 demir_soregule] Di nav çend deqîqan de dor deh xort û xwendevanên li wê derdorê çûbûn hewara wan. [5836 demir_soregule] Serdar û Misto jî pir zû gihabûn hewara wan. [5837 demir_soregule] Hadî hinekî êşiyabû, lê xortan jî ên din ji tiran xalî kiribûn. [5838 demir_soregule] Piştî bi nîv saetekê, sûka bajêr tijê xort bû û li xwediyên erdan digeriyan. [5839 demir_soregule] Rewş xeter bû, her demê dikarîbû pevçûn derketina. [5840 demir_soregule] Hîna gava rewş wilo germ bû, Hadî ji nexweşxanê vegeriya. [5841 demir_soregule] Mahmê qelenderî, »ha waye gurê piştşîn hat« got. [5842 demir_soregule] Xortan li çepikan xistin û kêfa xwe bi hatina wî re anîn. [5843 demir_soregule] Serê Hadî bi du cîhan skestibû, lê wekî din, hîna wek îsotê tûj bû û bi cesaret bû. [5844 demir_soregule] »Tiştek nebûye gelî hevalan, piçek xwîn ji serê min hat... piçek tenê bû, çû hat ji bîrakirin« got. [5845 demir_soregule] Derengtirê şevê hat bihîstin ku dibêjin wê li Xalitê Kevanan bixin. [5846 demir_soregule] Deh pazdeh xortan xwe karkirin û çûn hewara Xalit. [5847 demir_soregule] Bi çend hevalên xwe re li kahwa şifêran rûniştîbû. [5848 demir_soregule] Xortan ew birin heta mala wî û vegeriyan. [5849 demir_soregule] Roja din, hîna serê sibehê zû xuya bû ku êdî rewş ne baş e û xwendevan tenê mane. [5850 demir_soregule] Hew Mahmê qelenderî û Seyfê Gavanan tenê di nav xwendevanan de mabûn. [5851 demir_soregule] Dor bêriyan, dema xelk hêdî hêdî derketin sûkê, çawîş jî yeko yeko xuya bûn. [5852 demir_soregule] Gihan kê, »heyran welehî karkerên me nema xwe digirin, dibêjin pênc kaxet bes in, em dixwazin herin karê xwe« gotin. [5853 demir_soregule] Roja duşemê, êvarê, bêyî serokê sendîqê û xwendevanan, çawîş li ser hevdu geriyan û çûn patronên xwe dîtin. [5854 demir_soregule] Roja sêşemê wek ku tu tiştek nebûbû, wek ku tu karawestandin tune bû, karkerên xwe li traktoran suwar kirin û berê xwe dan nav erdan. [5855 demir_soregule] Lê xwendevan di devê rêyan de bûn. [5856 demir_soregule] Misto li ber traktora Biro rawestiyabû û destê xwe bi ser palên wî de dihejand û »heqê we... we çi qasî erzan bixebitînin jî heqê we ye... gerek mirov ji bo perên ku berê didan we jî ji we bistîne derkeve rêyan bigire. [5857 demir_soregule] Madem hûn bi a xwe tenê dikin, çi bidin we, besî we ye, gerek mirov wilo li we bike. [5858 demir_soregule] Ma çi dikeve bêrîka me ku em serê vê sibehê derketine ser van rêyan û kezeba xwe reş dikin? [5859 demir_soregule] Ma morîkên dêya me li vir neqetiyane. [5860 demir_soregule] Ji bo we ye, lê hûn bi pênc kaxetan razî dibin, heqê we ku mirov we hemûyan bike sabûn« digot. [5861 demir_soregule] Serdar hêdî hêdî di ber xwe de dikeniya û »bes e, em nema karin wan bigirin, wê herin« digot. [5862 demir_soregule] Lê Misto guhdarî nedikir. [5863 demir_soregule] Hinekî rawestiya û bi bêhntengî berê xwe da Biro û »Biro malxerabo, ka tu hevalê me bû, ka tu heta dawiyê bi me re bû, ka te dê li sûkê pêl zikê yên ku ji şêwrê derketina bikira« got. [5864 demir_soregule] Biro bi lebat û awirên rebenan, bi gazindariyeke şermezar li Serdar nerî û dixwest bibêje »min ji Misto xelas bik, zêde bi ser min de tê.« [5865 demir_soregule] Komeke qîzan di traktorê de li Misto dinerîn û pê dikeniyan. [5866 demir_soregule] Tavilê yekê »pênc kaxet bes in, de ka tu û hevalê xwe jî werin« got û wek ku di nav xwe û yeke din de cîh jê re veke, xwe da aliyekî. [5867 demir_soregule] Dixwest bi ken û nazdariya mê, xortaniya wî bîne bîra wî û wî hinekî haş bike. [5868 demir_soregule] Lê Mistoyê ku her demê ji qîzan hez dikir, êdî bi wê nazdariyê qet aş nebû. [5869 demir_soregule] Çavên wî sor bûbûn û lêvên wî diricifîn. [5870 demir_soregule] Biro destê xwe bi aliyê qîzê de dirêj kir û »bes gû bux, zimandirêja pîs« got û pê de xeyidî. [5871 demir_soregule] Wê dev lêva xwe kir û stûyê xwe kişand nav milên xwe. [5872 demir_soregule] Ên din bi ken bersiva wî dan. [5873 demir_soregule] Yeke din »ma ji bedêla ku li van rastan kezeba xwe reş bike, hevalê xwe jî bîne û bi me re bên tevrikê ne baştir e« got û hemû bi hevdu re dîsa keniyan. [5874 demir_soregule] Biro xeberek ji wê re jî da û xwest ku îcar nema deng ji traktorê derkeve. [5875 demir_soregule] Misto reş û şîn bûbû. [5876 demir_soregule] Di ber xwe de »mirov ne bêaqil be, mirov ji bo we destê xwe di ava sar û germ danake« got û li serê xwe xist, ji valabûna wî gazin kirin. [5877 demir_soregule] »Ji bo xwe tiştekî nakin û nahêlin ku mirov jî ji wan re tiştekî bike« got. [5878 demir_soregule] Lê qîzan li gor xwe her bela xwe tê didan û bi nazdariya xortanî bi wî û Serdar dikeniyan. [5879 demir_soregule] Misto, wê sibehê ji wan û ji tinazên xortaniya wan fam nekir, xortaniya nêr di bedena wî de şiyar nebû. [5880 demir_soregule] Serdar jê piştkul bû. [5881 demir_soregule] Berî ku xeberên pîs ji devê wî derkevin, ew ji wir bi dûr xist û çûn cîhekî din. [5882 demir_soregule] Xwendevanan, wê sibehê kirin û nekirin karker ranewestandin. [5883 demir_soregule] Dema wan û karkeran li ber hevdu didan, polîs û cendirme hatin û êrîş birin ser wan. [5884 demir_soregule] Piştî ku polîs û cendirme hatin û çek teqiyan, xwendevanan ji bêgavî rê hemû berdan. [5885 demir_soregule] Wî çaxî, Misto û Serdar cîhê xwe berdan û xwe avêtin pişt dîwarê camiyê. [5886 demir_soregule] Li wir, »Serdar, piştî mirov xwe gihand vir, mirov êdî xelasbûyî ye« got û rawestiya. [5887 demir_soregule] »Heger bên, em ê xwe di ser vî dîwarî re biavêjin vê hewşê, bi dû re em dikevin yeke din û ji wê jî em dikevin ser kuçeke din. [5888 demir_soregule] Bavê wan jî bê, nikarin me bigirin« got û ser gotina xwe temam kir. [5889 demir_soregule] Serê xwe di ber dîwer re derxist û nerî. [5890 demir_soregule] Rahişt kevirekî wek nivweqiyekê û »êdî xwe ji revê re amade bik Serdar can« got û ji pişt dîwêr derket rastê. [5891 demir_soregule] Bi avêtina kevir re, barînî bi zilamekî ket û bû vingîna gulan. [5892 demir_soregule] Ji kevirên dîwarê camiyê dipengizîn û diçûn. [5893 demir_soregule] Cercûrek li ser hev li wir hat valakirin. [5894 demir_soregule] Piştî ku xwe di ser herdu hewşan re qevastin û gihan ewlehiyê, îcar bi meşa sivik rêya xwe dom kirin. [5895 demir_soregule] Misto »ew segbavê polîsê ku do demançe berdabû min bû... min tengala wî zeft kir. [5896 demir_soregule] Gupîniya ku jê hat, ket guhê min. [5897 demir_soregule] Ma ne heqê wî bû?« got. [5898 demir_soregule] »Belê. [5899 demir_soregule] Te qenc kir. [5900 demir_soregule] Lê ma tu nedît?«. [5901 demir_soregule] »Na tenişta wî ya rastê li min bû, lê li aliyê çepê dinerî«. [5902 demir_soregule] Dor esir bû, gava polîsan Memo ji bêdêla Misto ve girtin. [5903 demir_soregule] Kevir kirin stûyê wî. [5904 demir_soregule] Ji Serdar pê ve tu kesan nizanîbû ku Misto xwediyê kevir bû. [5905 demir_soregule] Dû re hatin Mûsê Ziravan, Ûso, Sorê Têliyê û Xelê Pîro jî wek hevalên Memo girtin. [5906 demir_soregule] Ûso li ba xwe hiştin û hersêyên din di nav du-sê saetan de berdan. [5907 demir_soregule] Êvarê hat gotin ku xwediyên pemboyan zirtan li Smaîlo dikin: »em ê li sûkê lêxin û wî pîs bikin dibêjin« hat gotin. [5908 demir_soregule] Xortan zû ew xebera li hev gerandin û ji malên xwe derketin bajêr. [5909 demir_soregule] Di nîv saetê de dor sed xortî li ser hev civiyan. [5910 demir_soregule] Elî, ji bo ku dengê wî here hemû xortan, hinekî hilda û »heta dilopa xwînê di me de hebe, em nahêlin ku destê hinan bigihije Simaîlo... heta derengê şevê jî em ji van deran bi dûr nakevin, lê em çar çar, pênc pênc bi hevdu re bigerin« got. [5911 demir_soregule] Simaîlo li wir bû, hin Hêştirekî jî pê re hebûn. [5912 demir_soregule] Merevên wî bûn. [5913 demir_soregule] Izzet li çarêyê derket ser tratuarê, dengê xwe hilda û »bi rebbê jor, heger destê hinan bigihije Simaîlo, em ê vî bajarî hilweşînin« got. [5914 demir_soregule] Mahmê qelenderî dengê xwe hilda: »bi sê telaqên jinberdanê wê li ser Simaîlo, xwîn wek avê li vê sûkê biherikê«. [5915 demir_soregule] Seyfo, »Mahmo a rast dibêje, wê xwîn biherike«. [5916 demir_soregule] Simaîlo serbilind bû û bi cesarettir bû. [5917 demir_soregule] »Hûn sax bin gelî xortan, wê bi gunnê lawê min bigirin... wê kî bê gû bixwe... ez îşev ji vê sûkê naçim malê« got. [5918 demir_soregule] Simaîlo, Elî, Xalit û Hêştirekiyên din çûn li kahwa Şêrîno du sê mase dan ber hev û rûniştin. [5919 demir_soregule] Wê bîstikê polîs hatin, raçav bûn, lê xortan ew zû dîtibûn, hinekî ji hevdu belav bûbûn û rewş ji wan re sexttir kiribûn. [5920 demir_soregule] Rewş, nema wek tiştekî ji xeterê xuya dikir. [5921 demir_soregule] Zû ji wir çûn. [5922 demir_soregule] Sê peyên xwediyên pemboyan li kahwa ber otêla Hecî Naîf rûniştîbûn, deng çûbû wan bê Izzet û Mahmo çi gotin. [5923 demir_soregule] Misto, ew ji zû ve dîtibûn û şanî Seyfo kiribûn. [5924 demir_soregule] Piştî ku polîs çûn, »ha wane çendik ji wan, werin wan« got û bi lezê çû wan. [5925 demir_soregule] Seyfo da dû. [5926 demir_soregule] Di çend saniyan de hejmara yên ku êrîş birin kahwê, giha bîst kesan. [5927 demir_soregule] Peyên axan rewş zûtir fam kiribûn, dema Misto êrîş bir wan, bi lez rabûn û di sûka spîndaran re serberjêr bûn. [5928 demir_soregule] Sê zilam bûn. [5929 demir_soregule] Misto û Seyfo û çend xortên din dan ser pişta wan, lê heta gihan sûka spîndaran, ew di reşê de wenda bûbûn. [5930 demir_soregule] Derengê şevê xort, yek-yek, dudu-dudu çûn malên xwe. [5931 demir_soregule] Bi serketî bûn. [5932 demir_soregule] Lê derengtirê şevê hinan çûn li deriyê sendîkê reşandin. [5933 demir_soregule] Tu kes li wir tune bû, derî dabûn ber gulan, kiribûn serad. [5934 demir_soregule] Derket ku Hecî Ehmed çûbû keleş ji gundan anîbûn û ew kar bi wan dabû kirin. [5935 demir_soregule] Lê çavên xortan netirsiya. [5936 demir_soregule] Roja din, dîsa zend û bend hilkirî li sûkê bûn. [5937 demir_soregule] Sûk ji axan û peyên wan xalî bû. [5938 demir_soregule] Li gor ku li nav bajêr dihat gotin, Hecî Ehmedê Gundikî, Hecî Xerabê Kurîsan û Sebriyê Medê heta êvarê ji tabûrê derneketin. [5939 demir_soregule] Li gor ku dihat gotin, şêfê polîsan jî çûbû wir. [5940 demir_soregule] Hisê Omerî berî esir ji bo karê xwe yê pasaportê çûbû wir û ew dîtibûn. [5941 demir_soregule] »Welehî bin holika komandan kiribûn wek cîhê daweta bajariyan. [5942 demir_soregule] Ser masan tije şûşe bûn, hin zer bûn û hin sipî bûn. [5943 demir_soregule] Deh cendirme li ber destên wan diçûn û dihatin. [5944 demir_soregule] Sê çarkan jî li wê rastê beranek ji wan re kiribûn şîşeke mezin û di ser êgir re dizîvirandin« gotibû. [5945 demir_soregule] Êvarê, cendirme û polîs ketin nav bajêr. [5946 demir_soregule] Simaîlo, Elî, Hadî û Izzet li kahwa Mecê girtin, Misto, Serdar, Mahmê qelenderî û Seyfo li taxa Qijlê li kahwê girtin, Xalit û çend hevalên pê re jî li kahwa şifêran girtin. [5947 demir_soregule] Îsko ji restaurantê, ji ser şîvê rakirin û birin. [5948 demir_soregule] Çeto li çarêya nava bajêr girtin. [5949 demir_soregule] Gelek xortên din jî girtibûn. [5950 demir_soregule] Hemû li ser hevdu bîst û şeş bûn. [5951 demir_soregule] Sê rojan li ba polîsan man. [5952 demir_soregule] Ew pir êşandin. [5953 demir_soregule] Lê ji hemû kesan pirtir li Hadî, Izzet, Elî û Xalit xistin. [5954 demir_soregule] Misto û Serdar, ne hindiktir lêxistin xwarin. [5955 demir_soregule] Tiştê ku dihat famkirin ku wê polîsan ew dor heftakê deh rojan li ba xwe bihiştina û li wan bixistana. [5956 demir_soregule] Lê dadgêrê bajêr dest danî ser bûyerê û xort ji polîsan xwestin. [5957 demir_soregule] Dadgêrekî ciwan û demokrat bû, bihîstibû ku polîs lêxistineke bêûjdan li xortan dikin. [5958 demir_soregule] Piştî ku xort derketin ba wî, wî jî rabû hemû berdan. [5959 demir_soregule] Polîsan, tiştekî ku bikaribin wan pê bi girtin bidin, li ser kaxetê nepeyitandibûn, nikarîbûn. [5960 demir_soregule] Memo tenê aliqandin. [5961 demir_soregule] Polîsê ku kevir ji tengala xwe xwaribû, »min ew bi çavên xwe dît... ew bû ê ku kevir li min xist, ez wî nas dikim« got û ji ser a xwe daneket. [5962 demir_soregule] Memo avêtin hepsê. [5963 demir_soregule] Rewşa bajêr ne pir ewle xuyabû. [5964 demir_soregule] Xwediyên pemboyan, »em vê yekê ji xwendevanan re nahêlin, em dizanin bê kî û kî ne« digotin û zirt û fort dikirin. [5965 demir_soregule] Ev deng dihatin guhên xwendevanan û wan bi xwe jî hesabê xwe li gor vê yekê dikirin. [5966 demir_soregule] Rewş li ser tayekî xav bû. [5967 demir_soregule] Herdu alî li ber hev bûn. [5968 demir_soregule] Li ser bextê xwediyên erdan be, lê digotin ku xisareteke mezin li wan bûye. [5969 demir_soregule] Ji ber wê yekê û xwestina hilanîna heyfê û tirsandina xortan û Simaîlo, tevgereke eceb di nav wan de çêbibû. [5970 demir_soregule] Hecî Ehmed, di nav wê tevgerê de, bi kirinên xwe yên pirhêl, rola sereke girtibû ser xwe. [5971 demir_soregule] Dema derdiket sûkê, gelekan ji wan xwe didan tenişta wî. [5972 demir_soregule] Rewşa wî a li sûkê bûbû wek a axayekî gelekî mezin. [5973 demir_soregule] Lê maqûlên xêrxwaz ketin navê, çend rojan çûn û hatin û rewş hinekî nerm kirin. [5974 demir_soregule] Herdu aliyan, soza ku wê êdî pevçûnan dernexin dan. [5975 demir_soregule] Lê a baş ku xwediyên erdan bûbûn du bend û du alî. [5976 demir_soregule] Aliyek jê, Hecî Ehmedê Gundikî, Sebriyê Ûsivê Medê, Hecî Xerabê Kurîsan, Mala Nigmezinan û Hemê Hûran, ên ku hevalê xerabûnê û darê zorê bûn û aliyê din jî mala Zoro, mala Hindî û hin ji Baqisyaniyan bûn. [5977 demir_soregule] Ew hevalên xêrê û li hevdukirinê bûn. [5978 demir_soregule] Lê ên din xurttir bûn. [5979 demir_soregule] Mala Şemê xwe ji çûna Nisêbînê re kar kiribûn. [5980 demir_soregule] Tişten ku diviyabû Ebû Ferîd bike, hemû di deh rojan de kiribûn. [5981 demir_soregule] Sê paswan ji bo pênc rojan derxistibûn. [5982 demir_soregule] Hecî Elî ji serdanê haydar kiribû. [5983 demir_soregule] Ebû Ferîd hemû tişt wek saetê li hev suwar kiribûn û meşandibûn. [5984 demir_soregule] Heta wî çaxî hemû tişt wek tizbiyê bi dû hev de hatibûn û ava bûbûn. [5985 demir_soregule] Hiso, Xanimê û Ebû Ferîd çûn û wek xwazgînî li ser cila Hecî Elî rûniştin. [5986 demir_soregule] Seîd li ber dikanê hiştin. [5987 demir_soregule] Heta ku ew ji serxetê vegeriyan, ew li ser êgir bû. [5988 demir_soregule] Xwestin û hezkirina wî gihabûn doşa destpêka evîndariyeke mezin û bêhedan. [5989 demir_soregule] Wan û Hecî Elî bi hêsanî li hevdu kirin, lê Gulê, bi biryardarî »ez tu Seîdan nakim« got û herimî. [5990 demir_soregule] Hîna êvara pêşî çû devê xwe bir ber ê Xanimê û bi hêrs »ez lawê te nakim, ez dixwazim dibistanê bixwînim« got. [5991 demir_soregule] Lê tu kirinên wê, ew xelas nekirin. [5992 demir_soregule] Stiyê bi xwe jî hevaltî û alîkariya wê nekir. [5993 demir_soregule] Hecî Elî dan rast dîtibû, rast bû. [5994 demir_soregule] Mala Şemê dost bûn. [5995 demir_soregule] Bawer dikir ku wê li ba Sarê xenê bûba. [5996 demir_soregule] Û hatibû bîra wê ku dilê Gulê di yekî Omerî hebû. [5997 demir_soregule] Sêvê carekê gotibû. [5998 demir_soregule] Lê heger xort li dinyê nemana jî, wê Hecî xwe nedaba ber ku wê bide wî. [5999 demir_soregule] Ma kê qîz dabûn Omeriyan ku îcar wî bida! [6000 demir_soregule] Heger qîza wê bi dû biketa û ku revandin jî bihata serê wê, xwe ji nav lepên Hecî xelas nedikir. [6001 demir_soregule] Ji ber wê yekê destê wê di dilê wê de bû. [6002 demir_soregule] Gava dît ku Gulê nayê rayê, çû giliyê wê li ber Hecî kir. [6003 demir_soregule] Hecî Elî hat, tiliya xwe bi ser de hejand, divê ev yek bibe got û çû. [6004 demir_soregule] Lê Gulê dîsa nehat rayê. [6005 demir_soregule] Gava cara din hat, îcar ew da ber pêhn û nihtikan. [6006 demir_soregule] Sêvê li hemberî dana wê derket. [6007 demir_soregule] Stiyê guh neda mêvantiya wê û çû giliyê wê jî li ber Hecî kir. [6008 demir_soregule] Hat wê jî. [6009 demir_soregule] Wê jî têra xwe lêdan xwar. [6010 demir_soregule] Hecî çi kir, Gulê razî nebû û Sêvê xwe ji pişt wê neda alî. [6011 demir_soregule] Wî şerî û wê lêdanê, heta derengê şevê ajot. [6012 demir_soregule] Her yekê ji wan, sê çar caran lêdan xwarin. [6013 demir_soregule] Derengê şevê gava Xalit hat, li hewşê dengê giriyê Sêvê û Gulê kir. [6014 demir_soregule] Berî ku here ba zilaman, çû aliyê malê û rewş dît. [6015 demir_soregule] Piştî wî bi bîstikekê, Hecî dîsa hat ser wan. [6016 demir_soregule] Lê gava Xalit ew li pêşberî xwe dît, xwe negirt, rastkirina bêr di stûyê xwe de dît û »ma ev çi ye apê Hecî, tu dîn bûyî, tu dikî Gulê bi zorê bidî« got, piştgiriya Sêvê kir û Gulê parast. [6017 demir_soregule] Bi wan gotinan re, herdu çavên Hecî Elî di nava serê wî de bûn wek du fincanên xwînê. [6018 demir_soregule] Bêyî ku tu tiştekî bibêje, bi dest û lepan çû ser Xalit. [6019 demir_soregule] Ew heta hêwanê da ber dahfan. [6020 demir_soregule] Li wir, ji nû ve îcar jê re, »te pemboyê xelkê hemû hişk kir hey kafir... te mala xelkê xera kir... îcar dora me ye ne wilo! [6021 demir_soregule] Îcar tu hatiye fitneyê jî di nav me de dikî! [6022 demir_soregule] Çi bi serê te ketiye, kafir! [6023 demir_soregule] Xelkê digot zavê te komunîst e, lê min bawer nedikir. [6024 demir_soregule] Min ji bo xatirê bavê te tu kir zavê xwe. [6025 demir_soregule] Lê çû! [6026 demir_soregule] Ma tu ê ku mirov jinan bidyê bû, kûçik. [6027 demir_soregule] Lê çi feyde... wê êvarê komunîstên hevalên te zû hatin û tu xelas kirin. [6028 demir_soregule] Welehî wê camêran tu bikuştana, wê em jî ji te xelas bikirana, lê ew kafir zû bi teve hatin« got, çû Sêvê ji odê anî û wek rêsiyekî avêt nav şekalan ber nigên wî û »bila careke din nigên te û vê tireka jina te bi vê malê nekevin« got û ew ji malê derxistin. [6029 demir_soregule] Xalit şaş bûbû. [6030 demir_soregule] Ji çûnê pê ve, tu rêyeke din li ber xuya nedikir. [6031 demir_soregule] Welehî »xezûrê min dîn bûye« ji xwe bi xwe re got û feyde di axavtina pê re nedît. [6032 demir_soregule] Ûsiv dît bê çi bû. [6033 demir_soregule] Bi wê kirina bavê xwe kêfxweş bû. [6034 demir_soregule] Bavê wî çi bikira ji Xalit, hindik bû. [6035 demir_soregule] Û êdî Sêvê jî jina wî bû; ew jî hêdî hêdî dibû wek wî. [6036 demir_soregule] Gumana ku wî bi xwe dikir, wê Sêvê limêj û rojî herdu biterikandina û bûba kafireke wek wî. [6037 demir_soregule] Êdî gava ew wek kevokeke baskşkestî di nav destên bavê xwe de dît jî, dilê wî pê neşewitî. [6038 demir_soregule] »Çi bê serê wê, heqê wê ye... ma mêr li dinyê tunebûn« ji xwe re got. [6039 demir_soregule] Xalit û Sêvê dilşkestî ketin rêya malê. [6040 demir_soregule] Herdu gelekî li ber rewşê ketibûn. [6041 demir_soregule] Xalit, »Sêvê welehî bavê te dîn bûye. [6042 demir_soregule] Ji xwe sermezinê birê te... tu dibê qey di şkeftan de mezin bûye û mirov nedîtine. [6043 demir_soregule] Çawa dikarin wilo bikin... çaxê dana jinan a bi zorê çûye bavo... welehî bavê te dîn bûye! [6044 demir_soregule] Ma tu êşand Sêvê?« got û çepilê xwe li newqa wê pêça. [6045 demir_soregule] Sêvê bi îsk îskê û girî »erê welehî... nav pişta min û parsûyên min hemû diêşin. [6046 demir_soregule] Ji xwe Gulê... mala min şewitî... bi xwedê ew hûr kir... ew ê nema bikaribe rabe ser xwe... xebera te ye, dîn bûye... bi xwedê nema nigên min bi mala wî dikevin... ne bavê min e... hemû ne tiştekî min in« got û serê xwe danî ser milê wî. [6047 demir_soregule] Heta malê bi wî halî çûn. [6048 demir_soregule] Xalit çû malê û ramiya. [6049 demir_soregule] Nameyek ji Seîd re nîvîsî. [6050 demir_soregule] Xwest rewşê jê re rave bike û Gulê xelas bike. [6051 demir_soregule] Roja dawî, berî ku xwazgînî vegerin, bi xuşka xwe ya biçûk re gihand mala xezûrê xwe. [6052 demir_soregule] Leyla biçûk, »xaltika Stiyê, kekê min Xalit got silavan lê bik, bila vê namê bide Ebû Ferîd. [6053 demir_soregule] Bila bide Seîd« got. [6054 demir_soregule] Stiyê, »baş e keça min, ka bide min« got û name ji destên wê girt. [6055 demir_soregule] Lê berî ku bide Ebû Ferîd, Hecî Elî û Ûsiv jê haydar kirin. [6056 demir_soregule] Texmîn kirin bê çi nivîsiye. [6057 demir_soregule] »Ma komunîstekî kafir dikare çi binivîse, her nikare ji xêrê re be« ji hev re gotin. [6058 demir_soregule] Gava Ûsiv name vekir û xwend, »yabo bi wê heca ku te tewaf kiriye, ji serî heta binî komunîstî û fitneyî ye... û ji xwe bi Kurdî ye... ya ya gidî komunîstê dijmin... mirov ji bedêla nameyeke wilo ve, kîlok esrar bi hevdu re bişîne çêtir e... ji Seîd daxwaz dike ku ji vî karî vekişe... û nivîsiye ku Gulê jê hez nake, ne bi dilê wê ye« got. [6059 demir_soregule] Hecî Elî dîn û har bû. [6060 demir_soregule] Lê Xalit ne li ber destên wî bû. [6061 demir_soregule] Tavilê devê wî vebû: »ma çi bi serê wî sa kurê sayî ketiye. [6062 demir_soregule] Ma çi eyba me diye. [6063 demir_soregule] Ma ne çû... çû min qîza xwe dayê û ew di xwe gerand û kir stûyê xwe. [6064 demir_soregule] Lê ew jî çûye û bûye. [6065 demir_soregule] Li min guhdar bike Stiyê... bi heca ku ez çûmê yê, heger nigên wî û tireka jina wî bi vê malê bikevin, ez te sax nahêlim. [6066 demir_soregule] Ne zavakî min ê wilo û ne jî dêlikeke qîza min a wilo heye... ma ne çû min dayê... ez dereng pê hisiyam« got û destê xwe avêt namê. [6067 demir_soregule] Kir hezar parî û avêt nav şekalan. [6068 demir_soregule] Bi dû re, »here keça min Selma, here wan kaxetan biavêje tifikê« got. [6069 demir_soregule] Pênc roj ji bo Seîd wek pênc salan bûn, lê ew pênc sal jî çûn. [6070 demir_soregule] Dema xwazgînî çûn û jê re gotin ku Gulê jê re xwestine, firiya ber perên ezmên, dinyayê bi rengekî din xuya dikir, babetekî hewa din diçû nava wî. [6071 demir_soregule] Êdî jînê, xweşiyeke mezin dida bedena wî. [6072 demir_soregule] Dilê wî yê nû çarkopal lê dixist, geş bû, di bedena zinde û bi azweriya mêraniyê meyayî de, kêfeke belek dikir. [6073 demir_soregule] Dawiya pirtûka yekem. [1] Ev romana min diyarî ye bo dayika min ya pir dilovan û bo canê babê min. [2 hirori_kur] Min nivîsandina vê romanê di sala 1991-ê de bi dawî anîbû, lê ji ber egerên diravî ez neşiyam wê çap bikim. [3 hirori_kur] Ez, her li vir, dixwazim bibêjim ku nameya li dûmahiya romanê cih girtî pêkhatiye ji naveroka du nameyên hêjayan Rêving Hirorî û Hikmet Hirorî ku her di wê demê de di rojnameya Kurdistan Press de ya ku li Swêdê dihate weşandin hatibûn belav kirin û name ji birayê min Fewzî Hirorî re hatibûn şandin. [4 hirori_kur] Herweha ji bo alîkariya hêjayan Rênas Awdal, Elî Belo û Fewzî Hirorî spas dikim. [5 hirori_kur] Dê kî ve çin? [6 hirori_kur] bi erebî û bi dengekê xinzirî û bilind serbazî pirsyar ji wan kir. [7 hirori_kur] Lê ji kî ve dapîra Zuleyxa û neviya wê Besna erebiyê dizanin! [8 hirori_kur] Ajoyê otomobîla pîkap, ya ku Zuleyxa û neviya wê li pişta wê siyar, bû wergêr di navbera serbazên ereb û dapîrê de : [9 hirori_kur] Dê kî ve çin? [10 hirori_kur] Kanîmasê. [11 hirori_kur] Hûn ji kî ve tên? [12 hirori_kur] Ji Deşta Sêmêlê. [13 hirori_kur] Çi karê we li Kanîmasê heye? [14 hirori_kur] Birazayeka min miriye û em dê çin taziya wê. [15 hirori_kur] Piştî bi silametî derbaskirina her zalgehekê, dapîra Zuleyxa qurçek li tifa di gewriyê de asêbûyî dida û pal dida xwarê û digote Besnayê: [16 hirori_kur] Dê Besê, eve jî çû, ka li ya têt dê çi bi serê me hêt û dê çi pirsyara ji me kin? [17 hirori_kur] Ji Sêmêlê heta Kanîmasê ji pazde zalgehan bêtir di rêyê de bûn. [18 hirori_kur] Evca were dil tena di wê rêyê de here û were û li wan her pazdehan te rabiwestînin û te bi pirsyara bializînin.Te bînin û bibin û weko tirî te li zirkê bidin, bes ji bona ku bihanekî li te hilbêxin û ya din dê ew be ya dilê wan dixwaze, hizra dapîrê bi hindê ve mijûl bû. [19 hirori_kur] Li paşiya otomobîla pişt berdayî qute quta dilên wan bû. [20 hirori_kur] Tehirka tavê bû û pîkap gelek bi lez diçû, ba dişeqand. [21 hirori_kur] Ji ber wê lezê, bayî xwe bi hêz li navçavên dapîrê û Besnayê dida. [22 hirori_kur] Lewma Besanyê dersoka xwe ya rengîn û gulgulî weko dapîrê di bin guhên xwe re birbû û baş girêdabû, da ku ba pirça wê qijevij û belav neke. [23 hirori_kur] Qolekê otomobîla di ber wan re buhurî. [24 hirori_kur] Zîlên leşkerî bûn û hejmara wan ji sêzdeyan bêtir bû. [25 hirori_kur] Xuya bû ew ji devera wan dihatin û ber bi Zaxo diçûn. [26 hirori_kur] Piştên wan tijî tişt û mişt û kincir bûn. [27 hirori_kur] Xudanên tişta jî li ser barên tiştan bû. [28 hirori_kur] Serbazan jî wesa bi lez li tirimbêlan dixurîn, ne ageha wan ji rê hebû neku kesek yan canewerek bikeve ber û ne jî dilên wan bi wan kesan dişewitîn, ewên li piştên tirimbêlan li ser tiştan, ewên hêj rondik di çavan de zuhanebûyî. [29 hirori_kur] Yên ku hêj çavên wan li pişt xwe digeriyan û wan mîna tevrê Ferhadî gir û çiya kun dikirin û ya ku bi serê wan û Şirîna wan hatî didît ve. [30 hirori_kur] Iraqê, ew bi darê zorê ji gundên bab û kalan rakirin û bi lez û bez navmaliya heyî, tişt û miştên wan, havêtine ser pişta wan erebeyan. [31 hirori_kur] Her sê çiwar mal û tiştên wan di zîleka leşkerî de. [32 hirori_kur] Paşî û li pêş çavên wan agir berda gundên wan, berda xanî û dar û baran, berda darên sêvan û hemî fêqî, heta yên xêve jî ketiyê û gehiştîn. [33 hirori_kur] Besnayê gote dapîrê: [34 hirori_kur] Diyar e ev mişext û derbider kirin? [35 hirori_kur] Ma dê çi be ji bilî wê! [36 hirori_kur] Zordar e û ya divêt dike. [37 hirori_kur] Xulî bi serê me kurdan werbû. [38 hirori_kur] Hema hindî min dîtî û guh lêbûyî her ya me koçerî bû û koçerî ye. [39 hirori_kur] Her rojekê em li dereka din û li bin sîvandeka din in û nahêlin em bo xwe li cihekî vehewyên û binecih bibin. [40 hirori_kur] Were li ser axa xwe derbider û biyanî be! [41 hirori_kur] Erê dapîr, tu dibêjî wecek di vê hatina me de hebe? [42 hirori_kur] Kiça min, halê me jî bi halê vî xelkî û çi nema ye, ha em dê gehin binecihê. [43 hirori_kur] Lê tirsa min zalgeha Bêgova ye, neku li wêderê sergêjiyekê ji me re çêbikin. [44 hirori_kur] Xwe hema ew e zalgeha ji hemiyan pîstir. [45 hirori_kur] Dibêjin heta jinan jî tînin xwarê û seh û siya cil û bincilkên wan dikin, neku kaxezek, tiştekê qedexe di nav de veşartî be. [46 hirori_kur] Ma te nezaniye? [47 hirori_kur] Nê Hela Îsivî li wê zalgehê hat girtin. [48 hirori_kur] Hela Îsivî! [49 hirori_kur] Kengî ? [50 hirori_kur] Berî şeş heft rojekan. [51 hirori_kur] Dibêjin kurê wê, ewê li nav Qeşûriyan ji wê û babê xwe re nameyek hinartibû. [52 hirori_kur] Helê jî çûbû Kanîmasê bo ku tiştekî ji wî kurê xwe bizane; ka di çi rewşekê de ye. [53 hirori_kur] Li wê derê niyasekî nameya kurê wê da destê wê. [54 hirori_kur] Piştî ku kaxez jê re tê xwendin û li şûna ku bidirîne û bavêje, têxe di berîka xwe de. [55 hirori_kur] Çepelên zalgehê kaxezkê di berîka fîstanê Helê de digirin. [56 hirori_kur] Ma tiştekî wesa ku li ser bête girtin tê de hatibû nivîsandin? [57 hirori_kur] Ma dê çi ji bilî silavan û pirsyara saxî û silametiya dayik û bab û xizm û niyasan tê de be. [58 hirori_kur] Her çend e Hecî Îsivî digot ku kurê wî di kaxezkê de nivîsîbû »Heke we divêt, werin vê derê cem min. [59 hirori_kur] Li nik me, nuke rehetî ye«. [60 hirori_kur] Lê mihanekê weha biçûk bes e ku mirovî pê bidin girtin û rezîlkirin. [61 hirori_kur] Dema ew nêzî zalgehekê dibûn çavên dapîrê serevrazî esmanan dibûn û nimnimek ji bin lêvên wê dihat. [62 hirori_kur] Piştî ku ji her zalgehekê qurtal dibûn, wê hêv dikire esmanan û digot: [63 hirori_kur] Hezar cara şukur bo te Xudêwo, vê carê jî çi nehate serê me. [64 hirori_kur] Çavên herduwan, ji Xîzava ber bi Bêgova, man girêdayî Zinarê serbilind. [65 hirori_kur] Ew Zinarê bi hezareha çîrokên evîn û berxwedan û xweragirtinê di nav xwe de werpêçayîn. [66 hirori_kur] Dapîr, bi hizra xwe derbasî serê Zinarî bû. [67 hirori_kur] Havîn bû, lê hîn keviyên befrê xwe bar nekiribûn. [68 hirori_kur] Gundiyan gelek berif dakiribû kombefrê. [69 hirori_kur] Rêbasan bi terînî û mizetama xwe tama devê wê xweş dikir. [70 hirori_kur] Kaniyeka ava tezî li wir bû, dapîrê jî wekî giş bêriyan, bi lepan, av jê vexwar. [71 hirori_kur] Av hinda sar bû, xiyar di tezîtiya wê de şeq şeq dibûn. [72 hirori_kur] Berêveyî Zinarî, pez li ber bêrê bû û şivan jî li ser berekî di navbera her-du rêzên bêriyan, yên li hember hev de, mîna qiralekî rûniştibû. [73 hirori_kur] Bêriya rêya du seetan bi pêyan ji gundî bo cihê bêrê qetandibû. [74 hirori_kur] Ew li ber sîngê şivanî bûbûn du rêzên beramberî hev û pez di navbera wan herdu rêzan de ber bi şivanî diçû. [75 hirori_kur] Her bêrîvanekê peza xwe jê digirt û didot û paşî berdida. [76 hirori_kur] Ya peza wê ji destan vedirest, şivanî serê wê digirt û vedigerand bo ber destê xudana wê. [77 hirori_kur] Her di wan gavan de dengê şivanî bilind dibe, qêr dike lavje û stiranan. [78 hirori_kur] Mil dihejin, xuryan berdibe pêyên wan, êdî bêrî hew xwe digirin û dibe sema û govend. [79 hirori_kur] Zuleyxa serçemkê dawetê digire û dişarîne. [80 hirori_kur] Kenî û tirane û henek û laqirdî bê dawî dimînin û wan çel û çiyayan bi can diêxin. [81 hirori_kur] Bêrî xwe ji bîr ve dikin û dereng vedigerin mal û li ber derazînkan pitpit li benda wan bûn ka çima ew dereng vegeriyane. [82 hirori_kur] Dengê Besnayê ristika bîrhatinan li dapîrê piçand: [83 hirori_kur] Dapîr te ageh ji xwe hebe em gehiştine zalgeha Bêgova. [84 hirori_kur] Li zalgehê û wekî hemû caran serbazan bi tivengên xwe yên lûliyên wan arasteyî hat û çûyiyan kirîn, rê li tirimbêlan girtibû. [85 hirori_kur] Tirimbêl bi xwe nikaribûn li nêzîkî zalgehê lezê bikin, ji ber ku li pêşiya her zalgehekê û ji herdu aliyan ve, bi dirêjahiya sê çiwar metran, astengên weha ji axê çêkirine ku çi otomobîl nikaribin bi lez li ser bajon û ji zalgehê û rawestandinê baz bidin. [86 hirori_kur] Xuya bû ku ew gelek ji xwe ditirsiyan, lewma wan astengine ji wî rengî li ber zalgehan durist kiribûn. [87 hirori_kur] Tirsa wan ew bû neku kurdek bi erebeya xwe, bi lez bihêt û narincokekê bavêje nava wan û biçe, yan jî erzaq û qûtekê mişe bi xwe re derbas bike. [88 hirori_kur] Ji xwe, mebesta wan ya rasteqîne ji deynana wan zalgehan bi wî awayî ew bû ku hebûna xwe ji xwecihên Kurdistanê re biselmînin û bibêjin: [89 hirori_kur] Ev em li her derekê hen e, hema hûn axiftinekê yan karekî li dijî me bikin, hûn bi silametî ji destên me qurtal nabin. [90 hirori_kur] Zalgeh bi xwe çeşnekê tirsandin û kontrolkirina xelkî ye, bo ku serê xwe ji bo yasa û rêdarên wan biçemînin, rejîmên welatên devera me weha fikir dikin, ev hizir di serê dapîrê re xulxulîn. [91 hirori_kur] Serbazan dapîr û Besna ji paşiya pîkapê înane xwarê. [92 hirori_kur] Serbazekî pirsiyar ji şofêrî kir ka ew herdu jinên bi wî re, li sîngê tirimbêlê rûniştî kî ne. [93 hirori_kur] Wî jî bersiva wan da û got: [94 hirori_kur] Eve jina min e û ya din keça min e, bi destê xwe nîşa serbazî dan. [95 hirori_kur] Dê kî ve çin? [96 hirori_kur] serbazî pirsyar jê kir piştî ku ew jî peyakirîn. [97 hirori_kur] Bazarê sêva ye, şofêrî welam da. [98 hirori_kur] Qewl e ez sêva li Mayê yan Kanîmasê bikirim. [99 hirori_kur] Dê çim sehkimê ka dê bi dest min bikevin yan na. [100 hirori_kur] Çima jin û keç bi te re ne? [101 hirori_kur] bi torebûn serbazî got. [102 hirori_kur] Ji bo hedarî û bona ku arîkariya min di barkirinê de bikin, eger hat û min kirîn. [103 hirori_kur] Serbazine din mijûlî erebeyê bûn. [104 hirori_kur] Dihilişkaft, ka çi tê de ye. [105 hirori_kur] Eger hat û wan tiştek dît û dilê wan çûyê, li cem wan çi ji wê hêsantir nebû ku ji xwe re hilbigrin. [106 hirori_kur] Ma zehmetiya wê çi bû; hema da bêjin ev tişte yê qedexe ye û na be tu bi xwe re bibî deverên li bin kontrola pêşmergeyan û bi wî rengî ew tişt dibû yê wan. [107 hirori_kur] Ma çi ji dest xudanî dihat, hema wî lêvên xwe ji serêk rabikirbûna û bigota na, ne weha ye, dê qontaxên tivengan daweşiyabanê û ew jî dê bi tiştan re biçûya. [108 hirori_kur] Li cem wan normal bû ku derewekê pêve binin û wî li atafekî bidin. [109 hirori_kur] Serbazek bi koma pirsiyarên xwe yên tamsar li dapîrê û Besnayê zivirî û di ber re çavekê xwe li Besnayê diniqand. [110 hirori_kur] Besnaya bestezman jî serê xwe çemand û êdî ne rakir heta zalgehê rê daye şofêrî ku neferên xwe bibe û biçe. [111 hirori_kur] Piştî ku otomobîlê daye rê û ji zalgehê dûrketî, dapîrê bêhna xwe hilkêşa û destê xwe yê rastê bi ser dêmê xwe de anî xwarê û nimnimek jî kir. [112 hirori_kur] Me şofêr wesa têgihandiye ku em dê çine Kanîmasê, baş e tu dibêjî çi tirs tê de nebe em li van dera peyabibin û tu dibêjî ku şofêr çi şika ji me nebe? [113 hirori_kur] Besnayê ev pirsyare ji dapîrê kir. [114 hirori_kur] Dapîrê jî xwest Besnayê tena bike, evca gotê: [115 hirori_kur] Besê! [116 hirori_kur] di xema hindê de nebe. [117 hirori_kur] şofêr jî dizane em naçin Kanîmasê. [118 hirori_kur] Ew jî xwelîpêwerekê wekî me ye û ma kî dibêje ew dê ji bo kirîna sêvan biçe Kanîmasê! [119 hirori_kur] Kî nabêje wî jî mîna me karekê din heye, lê ditirse rastiyê bibêje. [120 hirori_kur] Manê van dagîrker û çepelan em hînî derewan jî kirin. [121 hirori_kur] Hê gundên rex û rûyên cehdeyê nehatibûn rakirin. [122 hirori_kur] Dapîrê baş mêze dikire rêyê ji bona ku wî cihê ku dê lê peyabin derbas nekin. [123 hirori_kur] Wê ew rê baş nas dikir, ew bi sedan caran tê re hatibû û çûbû û xelkê wan gundên ser rêyê jî, yên hevjiyê xwe nas dikirin. [124 hirori_kur] Nêzîkî gundê Girka bûn. [125 hirori_kur] Dapîrê ji Besnayê xwest ku destê xwe li camê bi rex şofêrî ve bide bo ku otomobîlê rabiwestîne da ew jê peya bibin. [126 hirori_kur] Şofêrî jî pîkap da aliyekê rêyê û rawestand. [127 hirori_kur] Du serbazên Iraqî wêvetirî wana bûn, demê wana dît ku erebe rawestiya, ew ber bi wê ve hatin. [128 hirori_kur] Piştî ku dapîr peyabû,wê destê xwe bire berîka fistanê xwe û kefîkeka werpêçayî jê anî derê û gote şofêrî: [129 hirori_kur] Ezbenî kes û karên me li Girkan e û me li bere em biçin seredana wan. [130 hirori_kur] Digel axiftina xwe dapîrê kefîk vekir û pereyên qurmiçandîn xuyabûn. [131 hirori_kur] Çavên lêxurê pîkapê lê bûn, wî derfet neda wê ku qala pereyan bike û yekser gotê: [132 hirori_kur] Baş e dayê, pereyên xwe rake û hûn bi xêr biçin. [133 hirori_kur] Lê dapîrê xwe gîro kir û xwest kiriya otomobîlê bide û şofêrî jî dixwest ew biçin hê serbaz vêra negehiştîn, lewma berê xwe da serbazan û got: [134 hirori_kur] Dayê! [135 hirori_kur] Pereyên xwe bike di berîka xwe de û pêyên xwe sivik bikin hêşta serbazên henê nêzîkî me nebûyîn. [136 hirori_kur] Ji nû dapîra Zuleyxa berê xwe da wî aliyê şofêrî çavkiriyê û mebesta şofêrî fêm kir. [137 hirori_kur] Ji xwe, dîtina serbazan bes bû ku dapîr bitirse. [138 hirori_kur] Yê parastî bî kurê min. [139 hirori_kur] Mala te ava, axiftina xwe timam nekir. [140 hirori_kur] Destê Besnayê girt û sivik pêyên xwe dane rêyê. [141 hirori_kur] Serbazan gazî kire wan, lê ew li pişt xwe ne zivirîn û xwe tê negihand û xwe bi ser ve hay neda. [142 hirori_kur] Ji bona ku bela serbazan ji wan vebike, şofêrî pîkapa xwe ajot û bi rex serbazan ve rawestand. [143 hirori_kur] Xwest wan mijûl bike heta ku dapîr û nevîka xwe berêveyî çiyakî dibin. [144 hirori_kur] Bi erebiya xwe ya şikestî silav kire wan, xurtî li xwe kir û keniyek li ser lêvên xwe perçivand û destê xwe yê rastê dirêjî çekmeçeyê rexê destê rastê kir, du pakîtên cigareyên Bexda jê derxistin û pêşkêşî serbazan kirin. [145 hirori_kur] Devên serbazan beşbûn, wan pakît jê setandin bê ku peyveka spasiyê jî ji devên wan derbikeve. [146 hirori_kur] Li ciyê spasiyê, wan demildest pirsyarên xwe yên hişk û tamsar arasteyî şofêrî kirin. [147 hirori_kur] Di ber re çavên wan weke gurgên birsî diçûn jin û kiça şofêrî. [148 hirori_kur] Hûn ji kûve tên? [149 hirori_kur] Ji Zaxoyê. [150 hirori_kur] Dê kî ve çin? [151 hirori_kur] Kanîmasê. [152 hirori_kur] Bo çi? [153 hirori_kur] Demê sêva kirînê ye û min sêv li wê derê bazar kirine û dê çim sehkimê. [154 hirori_kur] Heke em pêkhatin dê barkim û bibim Zaxoyê. [155 hirori_kur] Dibe evro êvarî yan subehî bêm ve. [156 hirori_kur] Çi pê nevêt, sêv digel min bin dê behra we jî tê de be. [157 hirori_kur] Baş e em dê subehî jî li vê derê bin, yek ji wan serbazan peyivî. [158 hirori_kur] Lê berî seet çarî êvarî were çunkî piştî hîngê rê tê girtin û her kesekê wî wextî hat û çûyê bike tê gullebaran kirin. [159 hirori_kur] Bo me sêvên baş bîne. [160 hirori_kur] Destûr dan şofêrî bona ku biçe û çavên xwe berdan ve pey dapîrê û Besnayê. [161 hirori_kur] Şofêr ji cihê xwe ne livî, çunkî tirsiya ne ku serbaz bikevin dû pîrejinê û nevîka wê. [162 hirori_kur] Evca xwe hebeka din digel wan mijûl kir heta ku di qodîka milê rastê yê pîkapê de dîtî ku herdu jin berêve bûn û êdî nahêne dîtin. [163 hirori_kur] Dil li şofêrî rehet bû, ji ber ku wî dizanî ku serbaz bi tenê bisteh nakin berêveyî wî girî bibin û newêrin biçin nava gundî. [164 hirori_kur] Wê çaxê şofêrî xatra xwe ji serbazan xwest û pêyê xwe yê rastê da ser benzînê û ji wan dûr ket. [165 hirori_kur] Jina şofêrî serê xwe hijand û got: [166 hirori_kur] Ho Xudêwo! [167 hirori_kur] dê kengî bela van serbazan ji me vebe? [168 hirori_kur] Kabaniya wê mala dapîr û Besna lêbûbûn mêhvan gote wan: [169 hirori_kur] Hema bextê we yê hosa ye, heke her roj vê demê gundiyên we diyar dibûn û qolên wan ber bi gundî diçûn. [170 hirori_kur] Eger tiştekê wan ji ber sotin û xerabkirinê yan fêqiyek mabe, wan di zivirînê de, ew digel xwe dianîn. [171 hirori_kur] Dê belkî îro êvareka dereng hindek peyda bibin. [172 hirori_kur] Tu bi Xudê kî, dapîrê bi mereq pirsyar ji kabaniya malê kir, ewan çi behsê gundî dikir? [173 hirori_kur] Tiştek jê maye ava yan jî hemî kavil û wêran bûye? [174 hirori_kur] Te ya rast bivêt, kabaniya malê weha dest bi bersivê kir û lêvên xwe miçandin û axînkeka kûr jî rahêla û dom da axiftina xwe. [175 hirori_kur] Dibêjin ber jî li ser berî nemaye, xanî kavil in, rez û dar û bar, gişt sotine û bûne xwelî. [176 hirori_kur] Dibêjin ji bilî çend dargûzeka ku hê li xwariya gundî şîn mane, weke din gund hemû wêran e. [177 hirori_kur] Ma xwîşkê çawa wesa lê nehêt, nê eve çar cara, ew da ber top û bombeyan û agir berdayê. [178 hirori_kur] Manê heke pîla jî be wekî xwe namîne û dê hête helandin. [179 hirori_kur] Bes pa gund gundê we ye û li ber dilê we pir şirîn e. [180 hirori_kur] Bi van gotinên kabaniya malê navçavên dapîrê têk diçin û rengekê xemokî bi xwe ve digire. [181 hirori_kur] Lewma dema kabanî çûye derê bona ku çayê ji wan re bîne, dapîrê gote nevîka xwe: [182 hirori_kur] Besê! [183 hirori_kur] eger tu hez nekî bêye gundî, tu dişê li vê derê, li hêviya min bimînî heta ez vedigerim. [184 hirori_kur] Dapîr, eve çi ye tu dibêjî! [185 hirori_kur] Besnayê bi nerehetî gotê. [186 hirori_kur] Em pêkve hatine û dê pêkve çin û dê pêkve jî zivirin. [187 hirori_kur] Roj ava bû û şevê xwe bi ser deverê de dahêlabû. [188 hirori_kur] Ji nû de gund bi jiyan ketibû. [189 hirori_kur] Bi şev karwançî, bazirgan û qeçaxçî ji bakûr, ji rexê dî yê tuxîban dihatin. [190 hirori_kur] Jajî û penîr, kelleyên şekirê, pez û gelek tiştên din diaîin, Wan ew li vî alî, bi çayê û pertal û dersok û tiştên din yên pêwîst diguhorîn. [191 hirori_kur] Bazarê gilde bi gilde bû, her wekî gundiyan ew bi nav dikir, yan jî bazarê pêguhurkanê yan ser bi ser bû. [192 hirori_kur] Tiştê ku li ba te zêde bû, îhtiyaca te pê nebû, te diguhart bi wî tiştê ku pêwîstiya te pê hebû, digel kesekê ku pêwîstî bi metiryalê te, bi mitayê te hebû. [193 hirori_kur] Yan jî bo ku ew mita bête birin bo devereka ku bazarê wî lê hebû. [194 hirori_kur] Wî cihî em vedigerandin ve bo serdemê jinûvejîna abûriya tişt û mitayan, abûriya guhartinê. [195 hirori_kur] Hejarî bû û pere jî di dest hemû kesan de nebû. [196 hirori_kur] Jiyan jî, diviya birêve biçûya û karê gilde bi gildeyê ji hemû karan bi rahavêjtir bû. [197 hirori_kur] Herçend bû, kesine ku bazirganiyeka durust dikir, kirîn û firotina wan bi pereya bû, hebûn û weke her dereka din ya dinyayê destê wan baş û xweş diçûn. [198 hirori_kur] Zilamê wê mala dapîr û Besna lê mêvan hat û gote dapîrê: [199 hirori_kur] Ez dibêjim heke hûn lêvenebûne û her yên çûnê ne, nuke xweş delîve hilkeftiye. [200 hirori_kur] Tava heyvê ye û sê xurt ji gundê we, ku we baş nas dikin, li ser rê ne. [201 hirori_kur] Min ew li binê gundî ragirtine û niha li benda we ne. [202 hirori_kur] Evca heke hûn hez dikin biçin, lezê bikin û vê re bigehin. [203 hirori_kur] Weha bi şev û li ber tava heyvê, her pênc; sê xurt û dapîra Zuleyxa û Besna, ketine rê ta gihaştine bin cehdeya qîrî. [204 hirori_kur] Li wê derê, wan xwe vegirt, çunkî serbaz li hindav rê bûn û hema wan hest bi tiştekî bikira ku li ser cehdeyê yan li wan nêzîkan dilive, dê wan berê agirê çekên xwe bidayê. [205 hirori_kur] Xurtê ji hemûyan bi xwe ve tir û mezintir ku navê wî Şêro bû, gote wan: [206 hirori_kur] Sehkinê, ez dê nuke derbas bim, heke we dît çi ne qewimî, paşî hûn jî derbas bin. [207 hirori_kur] Li berahiyê xaleta Zuleyxa û yek ji we û paşî Besna û yê dî. [208 hirori_kur] Lê hişyar bin, hema hûn gehiştin ser cehdeyê, êdî ranewestin û li pişt xwe nezivirin û pêyên xwe sivik bikin. [209 hirori_kur] Şêroyî xwe sivik havête ser cehdeyê û zû sê metrên şeqamê birîn û xwe xiste nav tariya dar û baran li aliyê jorî. [210 hirori_kur] Li pey wî dapîr û Şahîn derbas bûn. [211 hirori_kur] Ji rexê jorî kuxkekê dijwar ji dapîrê hat. [212 hirori_kur] Digel hindê teqeyê jî dest pê kir, lê ber bi aliyê Girga ve, gundê ku jê hatibûn. [213 hirori_kur] Besnayê bi dengekê bi tirsê werpêçayî gote Mîrzayî, xurtê ku pê re mayî: [214 hirori_kur] Heçku ew bi me hesiyan? [215 hirori_kur] Nexêr, Mîrzayî xwest wê hêmin bike da ku netirse. [216 hirori_kur] Gulle bi rexê gundî ve diçin. [217 hirori_kur] Serbaz bi şevê ditirsin, dar û bar li ber wan dibin reşe, evca teqeyê li dewr û berên xwe dikin. [218 hirori_kur] Nuke xweş derfet e bo derbasbûnê, ka destê xwe bide destê min û lezê bike. [219 hirori_kur] Mirzayî destê Besnayê girt û wan jî zû xwe gihande rexê din cem hevalan. [220 hirori_kur] Li aliyê din û hîn li evrazî sernekeftibûn dema ku şêlikên gulleyan bi ser wî rexê cehdeyê de, yê ku lê derbasbûne, barîn. [221 hirori_kur] Baş bû me cehde li pişt xwe hêlayî, dapîra Zuleyxa xwest fêmkirina xwe bo rewşê bi vî awayî bîne ziman. [222 hirori_kur] Diyar e ji nû bi me hesiyan. [223 hirori_kur] Nexêr, bawer nakim ewan bi me zanîbe, Şêroyî bi vî rengî jê re şirove kir. [224 hirori_kur] Lê ev karê wan e. [225 hirori_kur] Li demê ditirsin dest bi rex û rûyên çeperên xwe dikin. [226 hirori_kur] Paşî dormandorên gundî gullebaran dikin. [227 hirori_kur] Piştî hîngê cehdeyê û hemî rêyên nêzêkî xwe. [228 hirori_kur] Ji nîva şevê û wêvetir dibe gera topan, çel û çiyayan û gundên rakirî top baran dikin. [229 hirori_kur] Şahînî jî xwe ji babetî bê behir nekir û got: [230 hirori_kur] Tirsa mirinê ye, heke ma kê ageh ji wan heye. [231 hirori_kur] Eger rojekê pêşmerge li van deran peyda bibin ve, hema du sê pêşmerge, bes in û têra wan dikin ku wan hemû serbazan, sax bi destan bigirin. [232 hirori_kur] Ez dibêjim, Şêroyî xwest heval xwe ji bîr nekin lewma ev axiftine kir, heke em bê deng biçin çêtir e, neku kesekî guh li dengê me bibe yan boseyek di rêya me de hebe. [233 hirori_kur] Divêt em hişyar bin û yekudu jî nehêlin. [234 hirori_kur] Diviyabûya wan pêyên xwe sivik bikirana û zû biçûna, lê ji ber dapîrê û bona ku bi rê ve nemîne, wan jî çûna xwe girantir lê kir. [235 hirori_kur] Lê Mîrza, ku di nav xurtên gundî de bi rastgotina xwe naskirî bû, nikarî ya di dilê xwe de nebêje û ev axiftine arasteyî dapîrê kir: [236 hirori_kur] Xalet, nexeyide lê te rastî bivêt ne heq e yên li jiyê te bên rêyên hosa zehmet û bi tirs û digel xurtên wekî me, ma ne we ye? [237 hirori_kur] Eh...pa tu yê tamsarî, axiftina wî dapîr tingijand. [238 hirori_kur] Ma heqî li ku derê maye? [239 hirori_kur] Nê heqiyê li bin neheqiyê tir e tir e. [240 hirori_kur] Ma ji te ve heqê gundî bêtir li ser kê ji me ye? [241 hirori_kur] Û paşî ma çi heqê pîra li ser xurta nîne? [242 hirori_kur] Heqê gundî Li ser wan e yên xurtir û yên li serxwetir û bi hêz, weha bê hizirkirin Mîrzayî bersiva dapîrê da. [243 hirori_kur] Nexêr, vê carê dapîr torebû, qet we nîne. [244 hirori_kur] Heqê gundî li ser me hemûya ne, lê pêtir li ser wa ne, yên ku jiyana xwe bêtir di gundî de derbaskirine û bêtir ji xêr û bêrên wî xwarine. [245 hirori_kur] Mîrza ma hêbetî, lê axiftina xwe jî ne vebirî û gêngaşeya xwe bi dapîrê re domand: [246 hirori_kur] Ma çi bêjim, nêşxwe, tu ji me pititr li gundî jiyayî. [247 hirori_kur] Bes manê tu bi [248 hirori_kur] jiyê xwe jî ji me mezintirî. [249 hirori_kur] Li vir û bi dengekê ji yê berê nerimtir û pirî bawerî bi xwe dapîrê got: [250 hirori_kur] Ê...pa divêt min ji we bêtir dil bi gundî ve be û zûtir jê xerîb bibim. [251 hirori_kur] Besnayê xwest dawiyê bi vê cirenîxê bîne, lew gote Mîrzayî: [252 hirori_kur] Kekê Mîrza! [253 hirori_kur] Ma xwe ne tu ji nû dapîra min dibînî? [254 hirori_kur] Kêşmekêş digel wê ji qesta ye. [255 hirori_kur] Kes neşêt wê lêvebike û her dê bi ya xwe bike. [256 hirori_kur] Evca ya çêtir ew e tu gelek li dû wê dirêj nekî û diyar e we ji bîr kir, ku Şêroyî ji me xwestîye em gelek dengî ji xwe neînin. [257 hirori_kur] Xwe piştî wê gêngaşeyê dapîrê hebekê pêyên xwe siviktir lê kirin. [258 hirori_kur] Ew ji du seetan bêtir man bi rê ve heta ku nêzî gundê xwe Hirorê bûn. [259 hirori_kur] Ew gundê ku dikeve ser tuxîban bi Kurdistana Bakûr re. [260 hirori_kur] Rê wekî xwe neman bûn, dar û bar bi serêk de hatibûn xwarê û gund mîna dehlekê lêhatibû. [261 hirori_kur] Besnayê ji çavên xwe bawer nekir ku eve gundê wa ye, yê ku ew berî du heyvan bi xurtî û bi topizê zorê jê hatine derêxistin û rakirin û malên wan û xwecihên gundî hatine tera bera kirin. [262 hirori_kur] Hukumetê her çendek ji wan havêtine derekê, dûrî warê bab û bapîran. [263 hirori_kur] Ew û dapîr bi maline din re fire dane nêzîkî Sêmêlê. [264 hirori_kur] Bê xanî, li bin xîveteka kevin û dirhayî, ne av, ne dar û bar û li bin tehirka tava şaryayî. [265 hirori_kur] Her çend rojan, carekê tankerekê leşkerê Iraqê av ji wan re dianî. [266 hirori_kur] Li ber tankerî tenike dibûn rêz. [267 hirori_kur] Her jinek, ji tirsa neku av vê re negehe û bona ku xwe bighîjîne tankî, yên li pêşiya xwe radihavêtin û wisa dibû pevçûn û şer. [268 hirori_kur] Şer li ser avê li welatê avê. [269 hirori_kur] Serbazên ereb jî, yên ku bi tankî re, tamaşayî wê diramatê dikir û pê dikenîn. [270 hirori_kur] Çavên wan sîng û berên wan keç û jinan diçerandin û qet ne di xema bê avî û perîşaniya wan de bûn. [271 hirori_kur] Şêroyî gote dapîrê û Besnayê: [272 hirori_kur] Ez dibêjim heke em bimînin pêkve çêtir e, lew heke hûn hez bikin werin da em pêkve biçin nav bîstanên me û paşî biçin bo nav bîstanên we yan berûvajî, ka hûn çawa hez dikin. [273 hirori_kur] Ne Şêroyê delal, dapîrê weha lê vegerand. [274 hirori_kur] Dê wesa li me hemûyan bibe dereng û kesek ji me vê re nagehe têr li nav war û rez û latên xwe bigerhe. [275 hirori_kur] Dê ez û Besê çin serekî li kavilê xanî û bîstanan bidin. [276 hirori_kur] Bes ka bêjin me, ka bo zivirînê em û hûn kengî û li kû derê bigehin yek. [277 hirori_kur] Baş e, weko hûn dixwazin, her çende bi dilê Şêroyî nebû û wî lêvên xwe miçandine serêk. [278 hirori_kur] Bes hêj zû û berî bibe spêde, divêt em li vê derê bigehin hev da ku berî dinya rohin bibe, em cehdeyê derbas bikin. [279 hirori_kur] Hişyarî xwe bin, neku topan li gundî bidin yan serbaz dakevin gundî. [280 hirori_kur] Û her gaveka we hest bi teqeleqekê kir yan we zanî ku biyanî di gundî de ne çiya û çiya werin bo hindav vê rêyê. [281 hirori_kur] Em jî dê weha bikin da em hevrûşî çi giriftaran nebin û bi silametî bizivirin. [282 hirori_kur] Gelek baş e, dapîrê jî ev pêşniyaza xwe avête ber wan, bes ez dibêjim heke em li ser kanîka henê, ya li pişta rêyê û nepenî bigehin yek çêtir e, çunkî cihekê li nik me naskirî ye û li cem biyaniyan nepenî û ne diyar e. [283 hirori_kur] Ew li ser pêşniyara dapîrê pêkhatin. [284 hirori_kur] Xurt bo binê gundî, dapîr û Besna jî bo nav gundî çûn. [285 hirori_kur] Dapîrê û nevîka wê diviya seh bikin gundî bi xwe ka çi bi serî hatiye. [286 hirori_kur] Her çend bû şevê tariya xwe bi ser de dahêlabû, lê wan li ber ronahiya tava heyvê dît ku gund ne ew gundê cara bû, lê kavil û xerabe bû. [287 hirori_kur] Bi wî dîmenê xemgîn yê gundî, cerg û hinav li wan kuzirîn. [288 hirori_kur] Neşiyan xwe li ber dîmenê gundê sotî û xaniyên herifandî û dar û barên şewitandî bigirin, kizgiryokê hefkên wan girtin û êdî rê li ber girî ne dihate girtin. [289 hirori_kur] Heta ew pira li nîva gundî jî nemabû. [290 hirori_kur] Lê xuya bû hinek camêran bi xêra xwe du darspîndarên mezin li ser rûbarî, li şûna pirê, bo derbasbûnê li berêk razandibûn. [291 hirori_kur] Ez dibêjim wexte em biçin bo nav latên xwe hêşta li me ne bûye dereng, Besnayê gote dapîra xwe. [292 hirori_kur] Erdê wan pîçekê ji gundî veder bû. [293 hirori_kur] Bi ’tilê çiyayî ve, li hember Zinarê serkeş bû. [294 hirori_kur] Hindî diçûn û serdikeftin çi ji bilî kavil û xerabe û sotî û rejûyê ne dihate pêş çavên wan. [295 hirori_kur] Hindî xanî bû, ber jî li ser berî nema bû. [296 hirori_kur] Bîstan, ji ber ku av jê hatibû qut kirin, hişk bûbûn. [297 hirori_kur] Xwe kaniyên avê li gundî, ji bo ku êdî avên wan ne zên û bin erd bibin, ji aliyê leşkerê Iraqê ve, bi çîmentoyê hatibûn dagirtin. [298 hirori_kur] Ya ji dagîrkerî ve ew bi wî awayî dikare jiyanê li vî welatî bikuje û jinavbibe. [299 hirori_kur] Ava avdanê ji aliyê din yê çiyayî dihat bo ser çem û latên wan. [300 hirori_kur] Ew ji bin gupîtka Zinarî dizêya û şordibbû xwarê û hêj ew negehiştî binê çiyayî, li cihekî bilindtir ji çem û latên wan, wan hinek ji avê bi botikan, ku ji tîvilên spîndaran hatibûn duristkirin, derbasî rexê xwe dikir. [301 hirori_kur] Wan stûnên ji darmaziyê ku serên wan mîna du guha bûn di gelî de radiwestandin û binên wan baş di axê de diçikilandin. [302 hirori_kur] Wan paşî botik, ku ji solînkan mezintir bûn, wekî cokê li ser komtên wan stûnan, di navbera du guhên wan de, dirazandin. [303 hirori_kur] Weha av di wan botikan de derbasî erdê wan dibû. [304 hirori_kur] Xwe kanîkên avê li ser erdê wan mişe bûn, lê ji ber ku ava wan kêm bû, ew bi kêrî avdanê nedihatin. [305 hirori_kur] Xwe ew kultura gihandina avê ji cihekê avî bo cihekê bê av li wê deverê gelek kevn bû. [306 hirori_kur] Ji bo nimûne mirov dikare qala kela Hirorê bike, ku navê gundê Hirorê jê hatiye. [307 hirori_kur] Ew keleheka pir kevnar e û di gelek jêderên dîrokî de qala wê hatiye kirin. [308 hirori_kur] Ev kele bê av e û dikeve rojhilata gundê Hirorê, li serê kumtekî li ser wê rêza çiyayî. [309 hirori_kur] Li binê çiyayî doleka avî heye dibêjinê Tebala. [310 hirori_kur] Aveka boş û tezî ji çiyayê beramberî kelê, pîçek ji kelê bilindtir, dizêt û sernişîv dibe û Tebala pê avî dibe. [311 hirori_kur] Çaxê kel ava, mîrgeh û hukumranî tê de, av ji wê derê digehişte kelê. [312 hirori_kur] Li wê dera av lê boş û bi hêz jê dihate xwarê, kulozk weke boriyê dabûne berêk û av derbasî hundurê wan dibû. [313 hirori_kur] Li destpêkê û heta binê çiyayî kulozkên fereh bikaranîbûn, lê ji binê çiyayî û ber bi kelê ve kulozk tengtir dibûn û wisa av bi hêz serdikefte silal û kelha Hirorê pê avî dibû. [314 hirori_kur] Dapîr û Besna co û co çûn, bona ku bizanin ka ew çima av qutbûye û ber bi erdê wan ve nahêt. [315 hirori_kur] Xuya ye botîk, solînk xerab kirine lew av nahêt, dapîrê ev hizir kir. [316 hirori_kur] Neku li derekê cok wergerhabe yan jî berekê mezin vezelhabe nav û rêya avê guhartibe, bi vî awayî Besnayê gumanên xwe diyar kirin. [317 hirori_kur] Dehil û durî jî ku li herdu rexên coyê bûn, şewitandî bûn. [318 hirori_kur] Ew nêzîkî solînkên av derbaskirinê bûn, seh dikinê, li aliyê wan, berî solînkan bi çend bihustekan, co xerabbûye. [319 hirori_kur] Xuya bû çend topek bi wê parçeya cokê û rex û rûyên wê ketibûn, weha cok kûr kiribû û biribû xwarê, rihandibû. [320 hirori_kur] Dapîra Zuleyxa baş hizra xwe di coyê de kir, paşî axînkeka kûr rahêla û serê xwe hijand. [321 hirori_kur] Ji hindê bê hêvî bû ku ew û Besna bikaribin çareyekê lê bikin û berê avê careka din bidin ve bo ser erdê xwe. [322 hirori_kur] Ew solînk li ciyê xwe bûn û diyar bû ku hinek gundiyan ew solînkên nû danîbûn wê derê. [323 hirori_kur] Lê ma bo çi bû, av ji solînkan derbas dibû bona ku li aliyê din, careka din şor bibe ve xwarê bo nav rûbarê gundî. [324 hirori_kur] »Dibe ewên ev solînk deynayîn ne gehiştin cokê çêbikin û dibe paşî bêne ve û cokê çêbikin.« dapîr bi xwe re dipeyivî û ev bi dengekê nizim digote xwe. [325 hirori_kur] Lê Besnayê ageh ji dapîra xwe û wan gotinên wê hebû. [326 hirori_kur] Keça min Besê! [327 hirori_kur] dapîrê gote nevîkê, hema her weçku diviyabûya em jî weke giş gundiyan bihatana û me jî serek li gundê xwe bidaya. [328 hirori_kur] Eve me wekir û me gundê xwe yê wêrankirî bi çavên serên xwe dît. [329 hirori_kur] Xudê heqê me ji van bê bext û sitemkaran çê bike. [330 hirori_kur] Ya çêtir ew e em nuke biçin bo ser gorê Xudê jê razî bab û dayika te û paşî û hê nebûye dereng em xwe bigehînin cem xurtan. [331 hirori_kur] Berî sal û nîva babê Besnayê pêşmerge bû. [332 hirori_kur] Ew piştî adara 1974-ê li berokên şerî bû, wî li dijî êrişa leşkerê Iraqê bo ser Kurdistanê şer dikir. [333 hirori_kur] Wî weko her Kurdekê dilsoz û nîştîmanperwer berevanî ji axa welatê xwe, ji miletê xwe dikir. [334 hirori_kur] Tê bîra Besnayê, çaxê babê wê xwestî biçe pêşmergetiyê, tivenga wî nebû. [335 hirori_kur] Evca rabû, taqe çêla heyî û hespê xwe û du pez firotin û ji xwe re bi pereyên wan tivengek kirî. [336 hirori_kur] Heta şemilka xwe ya nivêjan jî, ku gelek ciwan bû û yek bû ji berdilkên wî, da digel buhayê tivengê, çunkî dilê xudanê tivengê ketibûyê. [337 hirori_kur] Dema wî tiveng bi milê xwe ve kirî û bû pêşmerge, ew wisa bi kêf û dilxweş bû, heçku diçû dîlanekê. [338 hirori_kur] Axiftinên wî yên berî çûna wî bo berokên şerî li bîra Besnayê bûn, dema gotiyê: [339 hirori_kur] Keça min! [340 hirori_kur] me Kurdan gelek rezaletî û bindestî dîtiye. [341 hirori_kur] Nuke jî hemû milet bi yek dil û yak can rabûye ser xwe. [342 hirori_kur] Gişan dest dane hev û sed der sed serkeftin ya miletî ye. [343 hirori_kur] Wextê hindê hatiye ku vêca em jî azad û serfiraz û di aştiyê de weke miletên din yên cîhanê li ser axa welatê xwe bijîn. [344 hirori_kur] Baş li bîra Besnayê bû ka dayika wê çend pitpit û qerqeşe li sera çêlê bi serê wî de kir: [345 hirori_kur] Te çêl firot û te em bê şîr û mast hêlan. [346 hirori_kur] Ya karwanan jî, pa bê hesp û dewar nayên kirin. [347 hirori_kur] Hey mala te ava, pa dê em çi xwin? [348 hirori_kur] Tu dê bi çi û çawa biçî karwanan? [349 hirori_kur] Xwe bo me ji kulînê nahête xwarê! [350 hirori_kur] Li dawiya dawiyê dayika wê ji rika xwe hate xwarê û gote babê wê: [351 hirori_kur] Bila çêl û hesp jî li ser hemûyan bin, hema bes vê carê ev şoreşe serbikeve û me ji vê tepeserî û perîşaniyê azad bike. [352 hirori_kur] ku vêca em jî bi rehetî serê xwe deynin ser balgihê xwe. [353 hirori_kur] Pênc meh bi ser ve çûn û babê wê nehat ve mal. [354 hirori_kur] Saloxdan û deng û basên wî bi rêya rêbwar û rêving û pêşmergeyan digehiştine wan »Yê baş e. [355 hirori_kur] Mêrxasên wekî wî di şeran de kêm in. [356 hirori_kur] Her tim li sîngê şerî ye...ûhd.« [357 hirori_kur] Di wan çaxan de nexweşiyeka dijwar bi ser dayika Besnayê de zal bû. [358 hirori_kur] Êşê ew lawaz kir û xiste nav nivînan. [359 hirori_kur] Gav bo gav êşa wê dijwartir dibû û rewşa wê pê têk diçû. [360 hirori_kur] Duktorê şoreşê, ku yê wê deverê bû, hat seredana wê û derman kir. [361 hirori_kur] Lê got jî, ku ew nikare çi çareyan lê bike û ya çêtir ew e, ew wê bi zûtirîn kat bibin cem duktorekê şehreza ku êşa wê fêm bike û bikaribe wê êşê û dermanê wê destnîşan bike. [362 hirori_kur] Besnayê çi bira nebûn. [363 hirori_kur] Babê wê hez dikir kurine wî hebin, lê piştî Besnayê, sê zarokên dayika wê çêbûn û her sê jî kiç bûn û ne diman, çend heyvekan û dimirin û paşî êdî dayika wê zarok nebûn. [364 hirori_kur] Dapîra wê digot »hêşta zarok ne kamil bûyî di zikî de dimirîn.« Ma çawa wesa nebe, nê ew karê dayika wê dikir hema bi kuttek mêran dikir. [365 hirori_kur] Xalê Besnayê, her çende bi dilî jî nebû, lê neçarbû ku biçe şûna babê wê bona ku ew bikaribe li tewara jinê bihêt. [366 hirori_kur] Pê dayika wê ji pehniyê ve dirizî û bêhna wê jî kurt dibû û carna jî bi yekcarî çik dibû û dihate halê mirinê. [367 hirori_kur] Karê Besnayê jî sexbêrîjêkirina dayikê û malê bû. [368 hirori_kur] Lê dapîra wê jî, dayika babê wê, gelek arîkariya wê dikir. [369 hirori_kur] Xwe, bi hîç rengekî, nekamiya gundiyan nedihat kirin û bi her terzekî ji dest wan dihat, wan teqsîrî nedikir û destê arîkariyê dirêjî wan dikir. [370 hirori_kur] Xwe yarmetiya gundiyan piştî çûna babê wê bo pêşmergetiyê û eniya şerî bêtir lêhat. [371 hirori_kur] Lê dayika Besnayê di rewşeka pir xerab de bû û ji bilî duktorekê şehreza, kesekê dî nikaribû çareyekê jê re peyda bike. [372 hirori_kur] Dema babê Besê jina xwe di wê pergala gelek nexweş de dîtî, wî yekser biryar stand ku wê bibe baregehê mezinê pêşmergeyan, çunkî nexweşxaneyeka mezin û duktorine baş li wir in. [373 hirori_kur] Heke hat û wan jî çi çare lê nekir dê hewil bide wê bibe ba duktoran li Îranê. [374 hirori_kur] Wan, hekîm û mela nehêlan, ku ew nebiribe cem û ger gera duktora bû. [375 hirori_kur] Li bîra Besnayê bû carekê hekîmek anîn, hekîmî hinek giya zavak û giyayine din bi hev re kelandin û dane dayika wê. [376 hirori_kur] Paşî darê potî anî û agir berdayê û li çend cihekan li ser pêyên dayika wê deynan. [377 hirori_kur] Dayika wê her weko xwe û xerabtir jî lê hat û tiştê wî hekîmî lêzêdekirî şûnsotin bûn ku li ser pêyên wê weke nîşanan man. [378 hirori_kur] Bi şev, babê wê çû gundî, mehînek ji nik niyasekî anî. [379 hirori_kur] Alîk danî ber bona ku têr bixwe. [380 hirori_kur] Babê wê berê spêdeyê zû ji xew rabû û mehîn bire ser avê û anî ve mal û alif dana ber. [381 hirori_kur] Wî kire inyet ku jina xwe bi mehînê heta pira Balindeyî bibe û wêvetir bi otomobîlê bigehîne cem duktoran. [382 hirori_kur] Wê şevê hemûyê xew bi çavên Besê neket. [383 hirori_kur] Ew jî siharê zû ji nav nivînan derkeft û rûnişte ber serê dayika xwe. [384 hirori_kur] Babê wê kurtan avête ser pişta mehînê û bi ser û ber kir. [385 hirori_kur] Di wan delîveyan de Seîdê Gulê jî bi hespê xwe yê karkirî ve hat. [386 hirori_kur] Biryar bû, ew jî bi bab û dayika wê re heta Balindeyî biçe. [387 hirori_kur] Seîdê Gulê dostê babê wê yê herî nêzîk bû û bi deste bira dihatine niyasîn. [388 hirori_kur] Piştî ku Seîdî hespê xwe bi dara li ber derê mala wan ve girêdayî, babê wê alif danî ber hespê wî jî û paşî li keça xwe Besnayê ya ku wê gavê di derê mezelkê de rawestayî zivirî û gotê: [389 hirori_kur] Besê! [390 hirori_kur] Eve em dê çin nivêja spêdeyê li mizgeftê bikin, tu jî arîkariya dapîrê bike û dayika xwe bi ser û ber bike. [391 hirori_kur] Çend nanekan jî digel hindek jajî û penîrî, ku têra me hersiyan bike, bêxe di nav serhevîrkekê de. [392 hirori_kur] Rast e Besnayê gelek hez ji dayika xwe dikir, lê piştî dayik nexwş ketî, êdî wextê Besnayê nebû tê de çav bi Hogirî bikeve. [393 hirori_kur] Hogir salekê ji Besnayê mezintir bû. [394 hirori_kur] Xurtekê bejin dirêj, xudan dêmekê sor û sipî, yê ciwan û jêhatî û gelek xwîn şirîn bû. [395 hirori_kur] Cara yekem ku wan tê de, ji nêzîk ve, baş yekudu naskirî û evîna wan pêpkekî bilindtir bûyî, di rojeka havînê de bû. [396 hirori_kur] Hîngê Besna pazde salî bû û ew wê rojê li ber bêrê bû. [397 hirori_kur] Hogir jî, li batî dayika xwe hatibû ber bêrê. [398 hirori_kur] Ew demekê dirêj bû herduwan çavên xwe birbûne hev û dildarî digel hevudu bi çavan dikir. [399 hirori_kur] Wê rojê di rêya vegerê de bo gundî, wî û Besê yariya veşarkanê kir. [400 hirori_kur] Ewê, xwe li pişt kevirekê mezin veşart û Hogir li wê geriya. [401 hirori_kur] Demeka xweş pêve çû, ew li pişt kevirî û Hogir xuya nebû. [402 hirori_kur] Besnayê xwest bizanibe ka çi bi serê Hogirî hatiye û ka hê li pey wê digere yan ji peydakirina wê bêhêvî bûye, evca ji cihê ku xwe tê de veşartî rabû. [403 hirori_kur] Di wî çaxê ku ew tê de li pişt xwe zivirî bona ku tiştekî ji Hogirî bizanibe, hema hind dît navçavên wê û Hogirî pêrgî hevudu bûn. [404 hirori_kur] Hilma bêhna wî ya nêr ew ji binê pêya heta kulovanka serî rahejand. [405 hirori_kur] Hogirî xwe li benda wê û gotinan negirt û destên xwe dane milên wê. [406 hirori_kur] Dema laşê wî bi laşê wê ve nûsiya, wê hest bi xweşiyeka wisa kir, ku wê neya xwe di gewriya xwe de xendiqand û rê da maça wî ya nerm û xweş û hîn xwe berbide ser lêvên wê yên têhnî û dilê wê yê qeşavî. [407 hirori_kur] Tam bi dev û dil û can û laşê wan keft, lewma wan çi derfet ji dest xwe nedan. [408 hirori_kur] Di her delîveyekê ku bi dest wan ketibûya, tê de digehiştin yekudu û wan li dereka nepenî, bi dizîkî ve digel hevudu evîndarî dikirin. [409 hirori_kur] Lê Hogirî çi cara kuttekî lê nedikir. [410 hirori_kur] Rast e bêcgeyî maç û ramûsanan dest dikirine hemû parçeyên laşên hevûdu, lê wan gupîtka xweşiya evîndariyê ji şeva zavatî û bûkaniyê re hişt. [411 hirori_kur] Herduyan jivan da hevudu ku ew di paşerojê de bibin jin û mêrên yekudu û bo heta hetayê bi hev re bin. [412 hirori_kur] Ji ber wê çendê, ku wext bo xwe û Hogirê xwe hebe, wê gelek hez dikir dayika wê zû ji êşa xwe rizgar bibe yan babê wê bihêt û wê bibe cem duktorekî û çareyek yan dermanek ji êşa wê re bihête dîtin û Besna jî wekî caran bikeve nav himbêzên Hogirê xwe yê delal û xweştivî. [413 hirori_kur] Lê êdî dereng bû bo wê daxwaza wê ku bête bicîanîn, çunkî berî vegera babê wê ji berokê şerî, bi nêzîkî bîst rojekan, Hogirî jî gund hişt û çû. [414 hirori_kur] Wî guh neda dayika xwe ya bîjin û bexte bexta wê û kela pêşmergetiyê lê da, evca gund û dayik û Besna hiştin û ew jî bû pêşmerge. [415 hirori_kur] Dema babê wê hatiye ve mal û wî ji gundiyan re qala şerî û mêrxasiya pêşmergeyan kir û her wesa jî çû ser behsê gundiyên xwe yên bi wî re li berokê şerî pêşmergetiyê dikin. [416 hirori_kur] Besnayê pir ji dil dixwest pirsiyara Hogirî jê bike lê bisteh nekir, baş bû dayika wî bi xwe hat û hêş ne rûniştî gote babê Besê: [417 hirori_kur] Tu bi Xudê kî ka bo min bêje ka Hogirê min çawa ye? [418 hirori_kur] Ka yê sax e yan Xudê nekit tiştek bi serî hatiye û kes nabêje min? [419 hirori_kur] Hogir yê sax e û xurtekê pir jêhatî ye, babê Besê bersiva wê da. [420 hirori_kur] Dema Hogir hatî, ew li ser daxwaza xwe yekser bû pêşmerge û hate eniya şerî, cem me. [421 hirori_kur] Lê keko, min û çend camêrekan ew neçar kir ku vebigere bo rêzên paşiyê û nuke beşdarî kursekê dermanpêçiyê dibe. [422 hirori_kur] Besnayê karê dayika xwe kiribû û av li nanê tenik reşandibû. [423 hirori_kur] Di wê dema ku wê tê de dixwest nanî bi penîrî û jajî re bixe nav mêdekekê de, girrêna balefiran hat û bû gurme û gurm. [424 hirori_kur] Firokeyên mirinrêj kerb û kîna xwe ya faşîst di qumbeleyan de, bi ser gundî de barand. [425 hirori_kur] Wê carê mizgeft jî hingaft. [426 hirori_kur] Babê wê û melayê mizgeftê û Seîdê Gulê bi berkeftin. [427 hirori_kur] Hindî babê wê û mela bûn demildest hatin kuştin. [428 hirori_kur] Seîdê Gulê jî birîndar bû û pêyê wî yê rastê ji çokî ve hate firandin. [429 hirori_kur] Du jinên xwedî zarok û minalekê çwar salî jî di nîva gundî de hatin kuştin û çend kesek jî birîndarbûn. [430 hirori_kur] Dayika wê neşiya xwe li ber wê hemû derdeserî û êş û fîxan û perîşaniyê bigire. [431 hirori_kur] şehîdbûna qurtalkerê wê, babê Besê, bi yekcarî deriyê hêviyan li ber wê girt. [432 hirori_kur] Girî û rondik û êşê bêhin lê maliq kir û di bin wî barê giran de dil girtî bû û her di wê rojê de ji jiyanê mişext bû û da dû mêrî. [433 hirori_kur] Besna ma bi tenê, bê bab û dayik û Hogir, di destên dapîra di navsalçûyî de. [434 hirori_kur] Xişxişek Hate guhên Besnayê. [435 hirori_kur] Seh kire rex û dorên xwe, lê çi nedît. [436 hirori_kur] Dengê dapîrê hatê digotê: [437 hirori_kur] Besê te xêr e tu hind li pişt xwe dizivirî? [438 hirori_kur] Ez dibêjim pêjnek hate guhên min, Besnayê weha dilnerehetiya xwe ji dapîrê re xuya kir. [439 hirori_kur] Keça min, çi nîne, xwe netirsîne, dapîra guhgiran ho gote Besnayê û destê wê girt û baş şidand û li dû xwe kişand. [440 hirori_kur] Dibe dehbeyek be yan jî gundî bin... [441 hirori_kur] Hê dapîrê axiftina xwe timam nekirî, ji hemû rexên wan ve bû qêr qêr û gazî û lê heyitîn: [442 hirori_kur] Qîf..qîf,la teteherek. [443 hirori_kur] Bi erbiyeka hişk û pir dijwar »qîf la teteherek« -rawestin ji cih nelivin- weko agirî daweşyane ser wan. [444 hirori_kur] Herdu ji tirsan de, di cihê xwe de bê liv man. [445 hirori_kur] Tirsa wan bêtir lê hat dema xudanên dengan xuyabûn. [446 hirori_kur] Komandoyên leşkerê iraqî bûn, yên bi Quwat Xasse – Hêzên Taybetî – navkirî. [447 hirori_kur] Wan ew herdu dormandor kirin. [448 hirori_kur] Dapîrê Besnaka xwe hembêz kir û bi singê xwe ve şidand. [449 hirori_kur] Ji aliyê wan yê destê rastê ve valahiyek ma bû serbaz lê ne bûn. [450 hirori_kur] Çavê Besnayê bi wê valahiyê ket, destê dapîrê baş girt û berê xwe da wê derê. [451 hirori_kur] Xwestin xwe ji bazinê serbazan qurtal bikin û birevin. [452 hirori_kur] Serbaz hebekê dûrî wan bûn, herdu bezîn, lê pêyê dapîrê li berekî hilingift. [453 hirori_kur] Dapîr keft û destê wê ji destê Besnayê verest. [454 hirori_kur] Besna jî li dapîra xwe zivirî bo ku wê rabike ve ser pêyan, lê êdî dereng bû. [455 hirori_kur] Destên gemar û genî gehiştine wan. [456 hirori_kur] Serbaz li dor herduwan civiyan Dapîrê xwe bi Besnayê werkiribû, her weçku dixwest wê bi laşê xwe biparêze. [457 hirori_kur] Lê wan çavsor û hovan herdu ji hev dûr xistin. [458 hirori_kur] Sebazan gazî hevudu dikir: »ilzemû niswan el’usat, itmete’u bîhum, şewifû elkurdiyat mal el erebî« – jinên pêşmergeyan bigrin, dilê xwe pê hîn bikin, yê ereban nîşa wan jinên kurd bidin. [459 hirori_kur] Wan cilên wan di ber de dirandin û bexte bext û hewar û gaziyên wan di nav tîqe tîq û çivêlî û hariya laşên serbazên iraqî de winda bûn. [460 hirori_kur] Xurtan, li jêriya gundî, li ber rûbarî gwîz diweşandin. [461 hirori_kur] Lê wê qerebalixê û qîjiya jinan weha li wan kir ku gwîza bihêlin û li dû dengan ber bi cihê qerebalixê biçin. [462 hirori_kur] Bêhnekê çûn û ji nişkan ve Mîrzayî destê xwe li herdu hevalên xwe xist û tibla xwe dirêjî gêleşokekê kir. [463 hirori_kur] Hersê bi xwevedizîn çûn hindav cihê rûdan û heşametê. [464 hirori_kur] Dibînin ji sed çekdarên leşkerê iraqî bêtir li wê derê ne û li tiştekî daçemyane û hin li ser in. [465 hirori_kur] Hewar hewara Besnayê ya kiz pirs hemû ji xurtan re xuya kir. [466 hirori_kur] Ew mîna teyrên kelexan, bi harbûn, li ser kelexên Besnayê û dapîrê bûn. [467 hirori_kur] Wey babo! [468 hirori_kur] Eve çi dikin?! [469 hirori_kur] Eve çi durunde û hov in! [470 hirori_kur] xurtê ji hemûyan biçûktir Mîrzayî ev got û rast rabû ser xwe bo ku biçe telba wan. [471 hirori_kur] Lê Şêroyî ew zû girt û kêşa ve bo ser erdî û destê xwe deyna ser devê wî bona ku çi dengan ji xwe neîne û gotê: [472 hirori_kur] Ma tu dînbûyî, harbûyî. [473 hirori_kur] Ew ji sedan jî bêtir in û çek jî bi wan re ye û em sê ne û bê çek in. [474 hirori_kur] Lê hemcara Mîrza nikaribû xwe li ber wî dîmenê kirêt û pirî xem bigire û çi neke. [475 hirori_kur] Têndayê, pîçek veder ji gêleşoka serbazan, yekî ji wan tivenga xwe paldabû darekê û piştî kemera şelwarê xwe vekirî, ew sebaz ber bi herdu komên serbazan ve çû bona ku ew jî dehbeyê xwe rehet bike. [476 hirori_kur] Mîrzayî çavên xwe deynan ser tivenga wî serbazî û bê agahdarkirina her-du hevalên xwe, wî xwe ji wan vedizî û ber bi wê tivengê çû. [477 hirori_kur] Heta Şêro û Şahîn lê zivirîn, hîngê Mîrzayî dest dabû kilaşînkofê û bi hemû dengê xwe yê pirî xeyidîn li serbazan kire qêrî: [478 hirori_kur] Hey bê şerefno! [479 hirori_kur] bê namusno. [480 hirori_kur] Wî digel hindê tiveng bire ser şêlikan û berê agirê wê da wan. [481 hirori_kur] Wî ji dehan bêtir jê, kuştî û birîndar, xistine erdî. [482 hirori_kur] Serbaz gelek bûn, hejmara wan ji gulleyên tivenga wî bêtir bûn. [483 hirori_kur] Serbazên mayîn sax bi agirê tivengên xwe li wî zivirîn û wan laşê wî bi şêlikên xwe kire serad. [484 hirori_kur] Wan bi wê jî bes nekir, ew hatin û wan bi sîkaran li kelexê wî xist û kelex hincinand. [485 hirori_kur] Şêroyî û Şahînî kerb û kîn û xeyidîn û girî di gewrî û hinavên xwe de bend kirin. [486 hirori_kur] Piştî kuştina Mîrzayî serbazan berê agirên tivengên xwe dan rex û dorên xwe û gulle bi ser her aliyekî ve çûn û barîn. [487 hirori_kur] Ne di ciyê xwe de bû ew li cihê xwe bimînin û bersîngê serbazan bigirin, çunkî wan dizanî ku ew bi wî awayî xwe didin kuştin. [488 hirori_kur] Lewre herdu bêgav man û wan xwe bo paşde kişand û serkeftine çiyayî û wan xwe di nav kevir û kumtên asê de veşart. [489 hirori_kur] Wan kire inyet ku li wê derê bin ta ku serbaz gundî berdidin û paşî ew werin cihê bûyerê û bizanibin ka çi bi serê Besnayê û dapîra Zuleyxa hatiye û laşê Mîrzayî jî li ciyekî biveşêrin. [490 hirori_kur] Piştî ku bû spêde û tav hinekê bilindbû, Şêro û Şahîn ber bi cihê rûdanê çûn. [491 hirori_kur] Çaxê ew nêzîk bûn, wan ji wê derê, dengine, ku bi kurdî dipeyivîn, bihîstin. [492 hirori_kur] Wan ji dûrve mêze kirî, dît ku gundiyên wan in. [493 hirori_kur] Ew ber bi wan ve çûn û wan bi serpilkî silav kire wan û xwe li bersiva silavê negirt û yekser çûn ser kelexan. [494 hirori_kur] Hindî Mîrza bû hatibû pirt pirt kirin. [495 hirori_kur] Dapîr bê can û mirî bû û Besnaya cilik lê hatibûn çirçirandin. [496 hirori_kur] Wî xwe bi laşê xwe yê xwînelok û pirça xwe ya qijavij ve bi cendekê dapîrê werkiribû û li ser digiriya. [497 hirori_kur] Eve hûn bûn digel wan? [498 hirori_kur] yekî ji zilaman axiftina xwe arasteyî Şêroyî û Şahînî kir û destê xwe dirêjî Besnayê û kelexên dapîrê û Mîrzayî kir. [499 hirori_kur] Belê em bûn, Şêroyî ev bersiv digel axînkrahêlaneka kûr da. [500 hirori_kur] Ma hatina van dera seyran e! [501 hirori_kur] her wî zilamî ev gotine jî li navçavên Şêroyî û Şahînî da. [502 hirori_kur] Hey mala we ava, hûn çawa jina bi xwe re tînin cihên hosa! [503 hirori_kur] Pismam nuke ne çaxê gilî û gazinda ne, piyawekê din axiftin li wî zilamî birî. [504 hirori_kur] Werin em lezê bikin darbesta bo cendeka durust bikin, hêj hukumetê dest bi topbarankirina gundî nekirî. [505 hirori_kur] Wan zû dar bi dasa birîn û du darbest çêkirin, wan kelexên dapîrê û Mîrzayî razandine ser darbesta û hilgirtin. [506 hirori_kur] Besnayê xwest bi pêyan biçe lê ne dikarî xwe baş li ser pêyan bigire. [507 hirori_kur] Ew ser evrazî çiyayî bûn û çi nemabû ew berêveyî gundî bibin û topbarankirinê dest pê kir. [508 hirori_kur] Wan pêlezkî kir bo ku nebine armancên bertopan. [509 hirori_kur] Besna hew dikaribû birêve biçe, Şahîn lê zivirî û xwest ber bi wê biçe bona ku destê wê bigire û arîkariya wê bike bo ku wê ji agirê topan rizgar bike, lê berî ku bigehe cem wê berkekê topê hat û li ber pêyên wî keft. [510 hirori_kur] Pirçikên berkê topê di laşê wî de çûn û Şahîn di cih de keft erdî. [511 hirori_kur] Şêro û zilamekê din lê zivirîn, hêşta can tê de bû, her yekî ji wan dest da milekê wî û wan ew bi bez bi xwe re bir. [512 hirori_kur] Besnayê jî hêz da xwe û bi dû wan keft. [513 hirori_kur] Ew berêveyî aliyê din yê çiyayî bûn û gehiştin cihekê ku çend dewarek lêbûn, ew bi daran ve girêdayîbûn û diçeriyan. [514 hirori_kur] Ew dewar yên wê desteka zilaman bû, yên bi Şêroyî û Besnayê û Şahînî re. [515 hirori_kur] Ew li wê derê ji topbarankirinê hêmin bûn, ew rawestiyan û wan kelexê Şahînî razand ser erdî û giş lê civiyan. [516 hirori_kur] Şêroyî hewil da pê re bipeyive lê xuya bû gelek xwîn ji ber birînên wî çûbû û seçman ji serê wî jî girtibû, ew ma bû laşekê bê can û ne liv. [517 hirori_kur] Evca em çi li van kelexan bikin? [518 hirori_kur] piyawekî ev pirs piştî çend de [519 hirori_kur] qîqeyekên bêdengiyê kir. [520 hirori_kur] Gêngaşeya wan li ser kelexan û ka çi lê bikin dest pê kir: [521 hirori_kur] Heke hûn dê bi ya min kin hema em dê wan li vê derê veşêrin, Şêroyî berî hemûyan ev pêşniyara xwe avête ber wan.Ya giring ew e ku ew di axa welatê xwe de bihêne veşartin. [522 hirori_kur] Nexêr, birayê Şêro, wisa nîne, dengekî bi vî awayî nerazîbûna xwe li ser pêşniyara Şêroyî diyar kir. [523 hirori_kur] Pa belkî kes û kar û xizmên wan bixwazin kelexên wan li goristanekê biveşêrin. [524 hirori_kur] Em nikarin di van kawdanan de, xwe, du sê rojan li benda kes û karên wan bigirin, zilamekê rihispî bi dengekê biryarder axift. [525 hirori_kur] Ma kî dizane ka dê ew kengî pê bizanin û ka eger pê bizanin dê wêrin bihên yan na? [526 hirori_kur] Em baş dizanin ku gehiştina wan bo vê derê ne karekî weha hêsan e. [527 hirori_kur] Evca hema ev e em kes û karên wan û hilon rabin da em li cihekî li vê derê gora ji wan re çêbikin û wan tê de biveşêrin. [528 hirori_kur] Baş bû ku wê revda zilaman tevir û mer jî pê re bûn. [529 hirori_kur] Ew ji karwanî vedigeryan û da çin bo nav Qeşûriyan. [530 hirori_kur] Piştî setimîna 1975-ê ew jî li wê derê êwirîbûn, li hêviya ku azadiyek û aştiyek bikeve nav welatê wan û ew jî wê çaxê bikaribin bi serfirazî vegerin Hirora xwe û welatê xwe. [531 hirori_kur] Wê rojê, piştî ew ji karwanî vegeriyan û berî ku derbasî bakûrê Kurdistanê bibin, wan xwest serekî li kevnegundê xwe bidin û bizanibin ka di çi rewş û pergal de ye û ew bi ser wê karesatê hilbûn. [532 hirori_kur] Wan di nav dar û baran de sê gor kolan û kelex weko şehîdan, bi cil û berg ve tê de veşartin. [533 hirori_kur] Bi gotina hemûyan hersê canemerg in. [534 hirori_kur] Yê biyanî hatiye ser axa wan û zordarî li wan kiriye û ew kuştine û weha ew dibin şehîd, lewma, bi dîtina wan hemûyan, wan pêwîstî bi şûştinê nebû û durust bû wan bi cilên wan ve veşêrin. [535 hirori_kur] Wan mîna kêlan, berek li ber pê û berek li ber serê her gorekî deynan bona ku li ber çav bin. [536 hirori_kur] Paşî Şêroyî Çeqoka xwe ya devxweş û sertûj anî derê û navên wan û roja şehîdbûna wan li ser kêliyên berserên goran hilkolandin. [537 hirori_kur] Ew piştî hîngê rûniştin, bona ku hinekê bêhna xwe bidin. [538 hirori_kur] Besna jî, her ji destpêka gihaştina wan bo wê derê û heta wê gavê jî weko mirovekê pir sewdaser, bê hiş û bîr raketibû ser axê. [539 hirori_kur] Wî mîna kesekê gelek tirsiyayî destên xwe lêk şidandibûn û xwe mîna gulmiçkekê lê kiribû û wê carna bi dengekê nizim digot na..na. [540 hirori_kur] Dîmenê wê, reng û sîmayê wê, ew hemû jan û êşandina wê dîtî diêxist ber çavan. [541 hirori_kur] Şêroyî car bo car tamaşayî wê dikir û ew bêqam li ber xwe diket û wî hest bi hindê dikir ku ew ji wê buyerê berpirsiyar e. [542 hirori_kur] Yekî av û nan deynabûn ber Besnayê, lê wê devê xwe nekirê. [543 hirori_kur] Erê ma Zuleyxa û nevîka xwe li kî ve binecih bûbûn? [544 hirori_kur] zilamê rihispî pirsyar ji Şêroyî kir. [545 hirori_kur] Li devera Sêmêlê, Şêroyî got. [546 hirori_kur] Lê wan li ber bû vê dûmahiyê biçin Duhokê binecih bibin. [547 hirori_kur] Mala xalê Besnayê li wê derê ye û jiyan bo du jinên bê kes û bê xwedî û bê jêderekê jiyanê li wê deştê pir zehmet û dijwar e. [548 hirori_kur] Xalê wê jî, ji ber lomekirina xelkî, qayil bû ku wan bibe cem xwe. [549 hirori_kur] Ez dibêjim ya çêtir ew e her îşev hinek ji me wê derbasî aliyê dî yê cehdeyê bikin, rehispiyî pêşniyaz kir. [550 hirori_kur] Tu , gotina xwe arasteyî Şêroyî kir, ji ber ku her dê çiye ve, heskê bila kesekî din jî bi te re bêt û wê bibin gundê Girka û ji wê derê tu wê bibe Duhokê yan jî bêje xalê wê bona ku bête hewara wê. [551 hirori_kur] Erê xal, ma tu çi hizir dikî? [552 hirori_kur] Şêroyî bi hêbetbûn ev pirsyara xwe da pey pêşniyara pîrê rehdar, hema dê ho bi sanehî vegerim ve mal, bo nav Duhokê û hukûmet hevrûşî min nabe? [553 hirori_kur] Şêro weko piraniya xelkê Kurdistanê û bi taybetî xurtan ji jiyana di deverên bin destên hukûmeta Iraqê de têrbûbû û her xweziya wî fireka bayê azadiyê bû. [554 hirori_kur] Ew sê caran, berî wê carê, hatibû gundî û vegeriyabû ve û hukumetê pê nizanîbû û weha, hîngê, ew bê problem li ser wî derbasbûbû. [555 hirori_kur] Lê wê karesatê, ew wê gavê danîbû ber biryardanê di pirseka pir giring de, ji ber ku bi dîtina wî sefera wê carê weke carên pêşîn bi bêdengî derbas nedibû û ew ya qewimî nedihat veşartin û kes neşêt devê xelkî hemûyê bigire. [556 hirori_kur] Gelek caran, wextê Şêro pir tengav dibû, xweziya wî dibû ew ku li her derekê be bila bibe, bes ne li wî cihê be’isî û be’isîdost lê hebin. [557 hirori_kur] Wî di nav xwe de hest bi hindê dikir ku êdî ew hew dikare milkeçiyê bo be’isiyan bike û bi dîtina wî bê dengî û nexuyakirina nerazîbûnê li hember dagîrkerî û siyaseta wî ya tepeserkirina kurdan û bêhurmetkirina mafên mirovan, bi xwe rengekê milkeçiyê ye. [558 hirori_kur] Bê hêve û wê ve, hema ez gihaştime zalgeha Bêgova yan bo nav bajarê Duhokê, wê gavê ez yê girtîm e, heçku nedixwest bi xwe re û bi wan re gêngaşeyê li ser wê pirsê bike û biryara xwe dabû lewma Şêroyî bi wî rengî bersiva pîremêrî da. [559 hirori_kur] Ma hûn dizanin piştî şikestina şoreşa Îlonê çi li xelkî hatiye? [560 hirori_kur] Çi ji tirsê û çi ji bo parastina berjewendiyên xwe yên taybetî û çi pêxemetî pereyî xelkek heye xwe ji hukumetê re dike erd. [561 hirori_kur] Ev tişte hemû ji bêhêvîbûnê û nedîtina çi paşerojeka xweş ya nêzîk peydabûne. [562 hirori_kur] Belê, kesine hene xwe difiroşin û di rêya wan de difnên hukumetê û dezgehên wê yên tepeserker li hemû deran belave ne. [563 hirori_kur] Evca, hema eve ez jî, yek im weko we, digel we. [564 hirori_kur] Jiyana te ye û tu biryarê li ser didî, kalê rehispî got. [565 hirori_kur] Nuke divêt du kes bi keçikê re biçin û wê bigehînin Girka. [566 hirori_kur] Wê bibin mala kesekî cihê baweriyê be, ku wê bibe Duhokê mala xalê wê û ez dibêjim hecî Îbûyê Mala Xidiran bi kêr hindê dihêt û dê xemê jê xwit. [567 hirori_kur] Her ew kalê rehispî rabû û çû cem Besnayê û hêdî û bi zimanekê rehet û nerim gotê: [568 hirori_kur] Keça min hosa nabe. [569 hirori_kur] Hilo rabe ser xwe, ya qewimî qewimiye û Xudê heqê te û me hemûyan ji wan bê bexta çêbike. [570 hirori_kur] Hilo here, li bin dar biya henê kaniyeka avê heye, dest û çavên xwe bişû û xwe pîçekê bi ser û ber bike. [571 hirori_kur] Nabe tu bi vî ser û berî biçî nav xelkî. [572 hirori_kur] Dê hilo û li ser xatira pîratiya min tepeka avê li çavên xwe bike. [573 hirori_kur] Bê hizirkirin û weko laşekê ji mirinê rabûyî, wê xwe ber bi kanîkê bir. [574 hirori_kur] Li wir axiftina zilaman dihate guhên wê: [575 hirori_kur] Baş e kî dikare û dixwaze bi keçikê re here Girka? [576 hirori_kur] pîremêrî ev pirsyar kir. [577 hirori_kur] Berî ku Şêro xwe bo hindê destnîşan bike, du zilamên din xwe pêşkêş kir û yekî ji wan got: [578 hirori_kur] Hema eve ez û pismamê min Mehemed dê digel wê çin. [579 hirori_kur] Me pêwîstî bi kirîna hindek hûr û mûran jî heye, hema ev çûna Girka ji bo me xweşderfet e ku em li wê derê tiştan jî ji xwe re bikirin. [580 hirori_kur] Şêroyî jî xwe anî pêş ku pê re biçe, lê pîremêrê rîşdar bi hindê re bû ku du kes bes in û weha bûne du kes, bê Şêroyî, ku pê re biçin. [581 hirori_kur] Gelek baş e, lê ya çêtir ew e gundî bi ya qewimî nezanin, pîrê rîşdar got. [582 hirori_kur] Çunkî, paşî dê hukumet jî pê bizane û dê ew, li ser vê hemûya bi serê wê hatî, wê bigirin û Xudê dizane dê çi bi serê wê înin. [583 hirori_kur] Evca, hûn ji kerema xwe, wê rast bibin mala Îbûyê mala Xidiran, ew mirovekê mêrxas û welatparêz e û devê wî jî bi sîvande ye, çi ji ber dernakeve. [584 hirori_kur] Bila ew li wê derê cilkên wê biguhorin û bê dengjêanîn wê bibin Duhokê. [585 hirori_kur] Ez nizanim ka nuke xalê Besnayê çawa ye, lê hindî li bîra min e, ew mirovekê pir serhişk û riko bûye, piştî çend deqîqeyên bêdengiyê her eynî pîremêrî perdeya bêdengiyê dirand û ev axiftina xwe pêşberî Şêroyî kir. [586 hirori_kur] Erê Şêro, ew hêşta wekî xwe ye, yan hatiye guhertin? [587 hirori_kur] Çunkî heke hîn bi wê serreqiya xwe ma be, bi zehmet ew qebûl bike Besê biçe nav mala wî û nemaze piştî evê, ya ku hatiye serê wê. [588 hirori_kur] Ma çi bibêjim, Şêroyî weha dest bi bersivdanê li ser pirsyara pîremêrî kir. [589 hirori_kur] Xalê wê, ka te çawa naskiriye, hêşta weko xwe ye û pîçekê xerabtir jî. [590 hirori_kur] Û ez bawer nakim ew di rewş û karesata wê bigehe. [591 hirori_kur] Lê hêvî di kurê wî yê mezin de ye ku ew bikaribe babê xwe qayil bike. [592 hirori_kur] Ew mamostayê xwendingehê ye û xurtekê baş e. [593 hirori_kur] De vêca were ji xema ne peqe, dijminê dagîrker destdirêjî û bêbextî li keçikê kiriye û xalê wê xwe li ser wê tirş û tal bike, yekî ji herdu zilamên ku dê bi Besnayê re biçin Girka ev got. [594 hirori_kur] Li şûna ku wê bihewîne û tola wê bistîne, dê xem û janan lê zêde bike. [595 hirori_kur] Mixabin, lê belê hêj em di wî kirasê qemixî û peritî de ne, Şêroyî jî dîtina xwe weha diyar kir. [596 hirori_kur] Çend miletê me yê tepeser û perîşan e, deh cara hindîtir û bêtir jî jin ya tepeser û perîşan e. [597 hirori_kur] Hê em gelek li paş in, dijminî em dagîr û bindest kirine û em jî azadiyê di nav xwe de, bi xwe, li hevudu qedexe dikin. [598 hirori_kur] Hinek zordariyê li me dikin û em jî zordariyê li xwe bi xwe dikin. [599 hirori_kur] Em mêranî û qehremaniya xwe bi serê yekudu bikartînin. [600 hirori_kur] Besnayê ageh ji wê suhbeta wan hebû. [601 hirori_kur] Li rex kanîkê rûniştibû û destên xwe di avê de hiştibûn, xuya bû ji bîra wê çûbû ka bo çi destên wê di avê de ne. [602 hirori_kur] Ew ket deryaya hizr û malxulyanan û ew ji xwe re, di serê xwe de, li deriyekî hêviyê gerha. [603 hirori_kur] Lê giş rê li ber wê yaxîdibûn, dewr û ber li ber tarî dibû. [604 hirori_kur] Wê xwe didît bi tenê, pêxas û rûs, li biyabaneka mezin, ya bê dawî, ya pirî stirî û çîxin û dûpişk, li ber tehra havîneka pirî şewat. [605 hirori_kur] Ne dikarî xwe bi hindê qayil bike ku bila ji wan hov û dehbeyan aviz bibe û zakê wan di zikê wê de be. [606 hirori_kur] Weha hest dikir ku eger zarok bibe, ew dê berhemê wê zordarî û destdirêjkariyê be û pirsa ku berhemekê wisa ji zikê wê derbikeve jiyanê ew pir têkda. [607 hirori_kur] Wê digote xwe: [608 hirori_kur] »Nexêr..nexêr, naxwazim ew ji min bibe û bo heta hetayê nîşaneka sax li ser wê fihêtiyê, li ber çavên min û çavên xelkî be. [609 hirori_kur] Ew dê her gav û her roj wê tadariya li min hatiye kirin, li ber çavên min sax bike ve û dê bi wî rengî her di wê êş û janê û tirsê de jîm«. [610 hirori_kur] Nexêr, ew nikarî wê bixe serê xwe û neşiya xwe bi hindê qayil bike. [611 hirori_kur] Cîhan li ber çavên wê şêlha û hindî wê bir û anî, wê çi rêk nebirinê û çi tîrêjkên omêdê bi dest wê nekeftin. [612 hirori_kur] Ew bi xwe re axift: [613 hirori_kur] »Rast e dibe ku yekî baş û têgehiştî hebe, ku di min bigehe û ya hatiye serê min fêhim bike û bibêje ew ne guneha Besê ye û dibe bixwaze destê arîkariyê jî dirêjî min bike. [614 hirori_kur] Dibe piştevaniya min bike bona ku ez ji ketinê rabibim ve û xwe rabigirim û careka din bi jiyanê re birêvebiçim. [615 hirori_kur] Lê, kesên wisa dê çend bin? [616 hirori_kur] Bila yek û du û bila sê bin û yên mayîn, behra bêtir, dê ew bin yên ku dê tiblên xwe dirêj kine zikê min û paşî zarokê jê dibe. [617 hirori_kur] Dê dest bi pispis û got gotka kin û ya xerabtir û bi kovantir li pey wan pis pis û got gotkan dihêt. [618 hirori_kur] Eve, heke xalê min ez di cih de ne kuştim. [619 hirori_kur] Belê, manê hêj ew namûsşûştinê weke berê têdigehe. [620 hirori_kur] Kî dê wî têbigehîne ku kuştina min ne namûsşûştin e, ku namûs û şerefparastin ew e mirov beşdar bibe di ramaliştin û paqijkirina welatê xwe de ji çepelên destdirêjker û dagîrker. [621 hirori_kur] Dê ji kî ve kurxal bikare wî belî bike û dîtina wî biguhore! [622 hirori_kur] Manê ez dizanim rastiya mala xalê min çawa ye; kurxalî çi desthilat li ser babê xwe nîne û berûvajî wê, ew çi bê babê xwe nake. [623 hirori_kur] Tiştekê ecêb û xerîb e, wextê tengaviyê xal ne xal bû û her bi ser me ve nehat û ne got pa keça xwîşka min bê kes û xwedî maye û hema ne hate seredana me jî piştî em li Sêmêlê binecih bûbûn. [624 hirori_kur] Niha jî dê ez bim namûsa malê û divêt namûsa xwe biparêze û her ji bo hindê divêt min ji rêya mala xwe rabimale da ku kes qala mala wî bi xerabî neke. [625 hirori_kur] Rast e Kurxalê min li cem xuyanî û biyaniyan bi peyvên ciwan û pêşketî û teyisî dipeyive û bang dike. [626 hirori_kur] Behsê nûkirin û nûxwaziyê dike, lê li ber babê xwe her kurê »Weye bab, tu çawa dixawazî bab...ûhd«yê ye. [627 hirori_kur] Bawer nakim kesek bikaribe xalê min têbigehîne ku destê dijminî ez birîndar kirime û xistime û divêt ew min rabigire û biparêze.« [628 hirori_kur] Dibe ku eger Hogir mabaya, dê wê xwe hinek bi wî û piştgiriya wî dilxweş bikiraya. [629 hirori_kur] Lê kê dizanî ka ew li kûderê ye. [630 hirori_kur] Besnayê hind dizanî ku ew demekî li Îranê bû û paşî çû Ewrupayê û hind. [631 hirori_kur] Soz li cem Hogirî jî nema, her çend e ew carna xwe bi hindê qayil dike ku dibe ew nizane ka ew li kûderê ye û nizane ka çawa danustandinê digel wê deyne û dibe jî Xudê neke tiştekê ne baş bi serê wî hatibe. [632 hirori_kur] Malxulyanên bêzarker ew têkşilqand. [633 hirori_kur] Hindî wê hizra xwe di rewşa xwe de dikir, jiyan li ber çavên wê bêtir reş û tarî dibû û êdî tam û çêj bo jiyanê li nik wê nedima. [634 hirori_kur] Wê misteka avê li çavên xwe kir û vegerya ve bo cihê zilam lê rûniştî. [635 hirori_kur] Ew bê deng rûnişt û pala xwe da darekê. [636 hirori_kur] Tav avabû û şevê perdeya xwe ya reş bi ser wan de dahêla. [637 hirori_kur] Zilaman dewarên xwe bar kirin. [638 hirori_kur] Nêzîkî Besnayê, zilamekî barê hespê xwe ji ser kurtanî rakir û deyna erdî û paşî kurtan bilind kir û avête ser pişta dewarê xwe. [639 hirori_kur] Di wan delîveyan de çavên Besnayê çûn çeqokekê, yek bihustî ji wê wêvetir, ji tiştên wî zilamî, kete xwarê ser axê. [640 hirori_kur] Wê, bê hizirkirin û bê ku bizanibe ka çima wedike, hêdî destê xwe dirêjî çeqokê kir û zû rakir û xiste di berîka fîstanê xwe de. [641 hirori_kur] Piştî wan xwe lêkdayî, giş ketine rê, ji bilî yekî bi tenê li wê derê ma bû, dihat û diçû û temaşayî axê dikir. [642 hirori_kur] Hevalan gazî kirê bona ku lezê bike, wî jî weha lê vegerand: [643 hirori_kur] Çeqoka min berzebûye û nabînim. [644 hirori_kur] Hey mala te ava, ma nuke çaxê li çeqokgerhanê ye, yekî ji hevalên wî lê kire qêrî. [645 hirori_kur] Welatê me berze û winda dibe û hêj em pir ji dil û baş lê na gerhin. [646 hirori_kur] Hema hişyar be ritil û gun jî li te berzenebin, heke paşî êdî jin jî te naxwazin. [647 hirori_kur] Bû tîq tîqa hineka û kenîn. [648 hirori_kur] De were mal tirnêsnek, ka çeqok çi ye, hema eve çeqoka min bo te, yekî weha bangî wî kir. [649 hirori_kur] Bûn du qol, du zilam bi Besnayê re ber bi gundê Girka çûn û Şêro bi yên mayî re ber bi devera Qeşûriyan ketine rê. [650 hirori_kur] Yên ku çûn Girka du de-war pê re bûn. [651 hirori_kur] Besna û zilamek siwar û zilamê din bi pêyan li pêşiya wan diçû. [652 hirori_kur] Berî ku ew serbikevine evraziyê ku ew dibirine bo hindav cehdeyê, piyawê siyar gote pismamê xwe: [653 hirori_kur] Ez dibêjim heke em dewarên xwe li vê derê bihêlin û bi pêyan biçin Girka û her îşev bizivrin ve û biçin bo malên xwe çêtir e, an tu çi dibêjî? [654 hirori_kur] Hey mala te ava diyar e dilê te bi gurgan dişewite, pismamî lê vegêra. [655 hirori_kur] Nê me inyet e tiştan bikirin, nexêr em dê dewara bi xwe re bibin. [656 hirori_kur] Lê divêt em jê peyabibin û lixavên wan bigirin bo ku ne şehin û dengê wan neçe serbazan. [657 hirori_kur] Hosa xudanê pêşniyara duwê û Besna ji dewaran peyabûn. [658 hirori_kur] Ew bi hespê xwe kete pêşiya Besnayê û yê din jî bi hespê xwe ve da dû wan. [659 hirori_kur] Hêdî hêdî werin, her yê li pêşiyê got, ez dê pîçek li pêştirî we bim, bo êmnahiyê. [660 hirori_kur] Çil pêncih bihusteka çûn û dengê qêriyeka xendiqî ji Besnayê hat. [661 hirori_kur] Zilamê li berahîkê li pişt xwe zivirî, dît ku Besna sist û xav bû û ket ser axê. [662 hirori_kur] Li hevalê xwe kire gazî û her du bi bez çûnê. [663 hirori_kur] Besnayê kefîkek raheşandibû di devê xwe de bo ku qêjiya wê dûr neçe û çeqok bi hemû hêza xwe xistibû nav zikê xwe. [664 hirori_kur] Rengê navçavên her du zilaman wergerha û zer û pêtî bû û devên wan ji sersûrmanê mane beş. [665 hirori_kur] Yekî kefîk ji devê wê anî derê û destên wê bi xurtî ji çeqokê vekirin û gote pismamê xwe: [666 hirori_kur] Xwîn mişe ji ber diçe, lê hêj ya sax e. [667 hirori_kur] Lê em çi li vê birînê bikin? [668 hirori_kur] Yê din li batî bersivê bide bi çavên xwe yên xemokî û dengekî şikestî gote Besnayê: [669 hirori_kur] Erê xwîşkê eve te çi anî serê xwe û serê me? [670 hirori_kur] Nê te em şehmizar kirin, em dê êdî bi çi rû biçin bo nav xelkî, bo nav kes û kar û niyasên xwe? [671 hirori_kur] Hosa çêtir e, hê Besna ji ezmanî neketibû û ev bi dengekê pir kovandar got. [672 hirori_kur] Min ev kir bo ku xelik hemû bizanibin ku zordarî û destdirêjkarî li min hatiye kirin. [673 hirori_kur] Bila giş bizanin kîn e tadarî li min kirî. [674 hirori_kur] Min nevêt yê wan ji min bibe û naxwazim heta mirinê serşûr û devgirtî bimînin. [675 hirori_kur] Rondik ji çavên wê hatine xwarê bo ser rûçikên wê û xwîn jî her ji ber birîna wê ya kûr diçû. [676 hirori_kur] Herdu zilaman bizav kir ku çareyekê jê re bidozin. [677 hirori_kur] Yekî dest dayê çeqok ji zikê wê kêşa derê û şaşika xwe ji serê xwe kir û birîn pê werpêça. [678 hirori_kur] Lê her zû cemedanî bi xwîna wê ter û sor bû. [679 hirori_kur] Herduyan çi şehrezahiyek di warê birînpêçiyê de nebû, hema hind karîn şaşika yê din jî li birînê bipêçin. [680 hirori_kur] Wan bi hêbetbûn hêv dikire Besnayê û di ber re bi çavên pirsyarkî tên dida hevûdu, her weçku her yekî ji yê din dipirsî ka çi bikin ku pê bikaribin xwîna wê rabiwestînin. [681 hirori_kur] Lê diyar bû çi ji dest wan ne dihat û her weko kurd dibêjin »xwê dixwar û av bi ser de dikir«. [682 hirori_kur] Çi demekê wisa bi ser ve ne çû, bêhinhilkêşana Besnayê çik bû, êdî nedihat û nediçû. [683 hirori_kur] Besna di destên wan herdu pismaman de ma bê can û ne liv. [684 hirori_kur] Bi wî awayî wê xatira xwe ji cîhana xwe ya berteng, ji zîndana mezin xwest. [685 hirori_kur] Çaxê Şêroyî zanî ku Besnayê xwe kuştiye, cîhan bi yekcarî li ber çavên wî tarî bû. [686 hirori_kur] Ew di nav xwe de ariya, şariya û tingijî. [687 hirori_kur] Pîç pîçe kerb û kînê xwe dahêla nav kûratiyên wî de. [688 hirori_kur] Kerb ji hukumeta Bexda û dam û dezgeh û leşkerê wê. [689 hirori_kur] Kerb ji desthilatdarên Iraqê û dûvelankên wan. [690 hirori_kur] Kerb ji dagîrkerên welatê wî, yên ku pêyan didin ser mafên mirovan û ser mirovî bi xwe, yên ku welatê wî ji xwecihên wî re kiriye zîndan. [691 hirori_kur] Kerb ji hemû sembolên tepeserkirin û daplosîn û zordariyê di nîştîmanê wî de û li her cihekî din li cîhanê. [692 hirori_kur] Di nav wî de diyalogeka navxweyî saz bû: [693 hirori_kur] Çima ew ho li me dikin, me tepeser dikin û zordariyê li me dikin? [694 hirori_kur] Di praktîkê de, ne me bi hevwelatiyên xwe dizanin û ne jî bi miletekê cuda. [695 hirori_kur] Û nahêlin em azad û bi serê xwe jî bijîn. [696 hirori_kur] Erê gelo wan çi ji me divêt? [697 hirori_kur] Erê ew di wê bawerê de ne ku topizê zordariyê dikare vên û îrade û hest û nest û hezlêkirin û lênerînên mirovî biguhore yan jinav bibe û bimirîne? [698 hirori_kur] Aya ew wê hizrê dikin ku bi agir û asinî miletê Kurd di nav xwe de bihelînin? [699 hirori_kur] Eger hizirkirin û reftar û livîna wan bi vî awayî be, ew gelek û gelek şaş û çewt in û dê encamên siyasetên weha berûvajî bin. [700 hirori_kur] Ne miletê wan rehet dibe û ne miletê me. [701 hirori_kur] Rastî ew e; hindî mirov bêtir tê tengav kirin, bêtir diazire û pêla tingijîn û xeyidînê li ba wî bilindtir û bi hêztir dibe. [702 hirori_kur] Rast e, dibe ku li pêşiyê ew hemû şilqên û kelekel neyê pêş çavan û bes di hundurê kesan de peyda dibe, lê roj bi roj, digel zêdebûn û dijwarbûna zordariyê, ew jî gerimtir û bilindtir û bi hêztir dibin. [703 hirori_kur] Di berdewambûna rewşa pir tengav û êşdar de, dê xeyidîn bigehe loka peqînê û bêguman eger neyên çareserkirin, roja peqînê jî li dû tê. [704 hirori_kur] Peqîn jî vulkan e, sotin û şaryan pê re ye, ne çi hêz û ne çi kes nikarin devî li vulkanê li ber peqînê bigirin, heta ku ew bi xwe ya di dil û hinavên xwe de nehavêje û xwe baş rehet neke. [705 hirori_kur] Piraniya caran jî peqîn çav kore ne; agirê wan ter û hişkan, baş û xeraban dide ber xwe.« [706 hirori_kur] Li cem Şêroyî ev, ya ku li dijî miletê wî diqewimî tiştekê ne li ber aqil bû û nedizanî ka desthilatdarên Bexdayê yên ku ew biryar didan çawa hizir dikin û çawa xwe û xelkê xwe yê ku şerên weha pê dikin, qayil dikin. [707 hirori_kur] Diyaloga di nava wî de berdewam bû: [708 hirori_kur] Hey pa xişîm in, eve çendîn sal in, ew kurdan, xelkê Kurdistanê bindest dikin, diêşînin, ditirsînin, digirin, azar didin, kit û mat û bi komelan dikujin, ji gundan derdixin û sergunî başûrê Iraqê dikin. [709 hirori_kur] Gundên wan, welatê wan kavil û wêran dikin û her rewş xerabtir e. [710 hirori_kur] Kurd her hene û axa xwe bernadin û li bin topizê zordariyê bêtir hevudu digirin û hişyariya neteweyî berfierhtir dibe û bêtir digehe û şerê man û nemanê û bergirîkirinê û berxwedan xwe didomîne û bi hêztir dibe. [711 hirori_kur] Bi vî terzî, ew kerb û kînê dixin di navbera me û ereban de û birînan kûrtir lê dikin. [712 hirori_kur] Bi vî şêweyî nahêlin akincîbûn li nik ereban jî hebe. [713 hirori_kur] Bi milyonên dolaran her salê di şerê xwe de li dijî miletê me pûç dikin, çekan pê dikirin, Kurdistanê pê dikin leşkergeh û qada şerî û paşî çi û dûmahîk çi ye û çawa ye? [714 hirori_kur] Hindî wêvetir e kurd şiyartir in û bêtir li xwe û doza xwe bi xwedî derdikevin. [715 hirori_kur] Dagîrker û xudanên van siyasetên ne mirovane jî li ser pelên sor û dax, li ser tirs û teqeleqê, li ser mînan rûdinin û çi caran jî xweziya wan ya dij bi mirovî û mafê mirovî û mafên gelan bicînabe. [716 hirori_kur] Vê şirovekirinê bawerî bi xwe li nik wî bi hêztir lê kir, lê xem jî ketibûne ser hev û ew ji kulovanka serî heta binê piya vegirtibû. [717 hirori_kur] Giriya wî hat, ne xwest rê li ber bigire, giriyeka bê deng, lê ya pirî firmêsk kir. [718 hirori_kur] Ma eva bi serê me hatî, bi serê kê ji bilî me hatiye? [719 hirori_kur] diyaloga wî ya navxweyî berdewambû. [720 hirori_kur] Bi serê cuhiyan li ser destê Hitlerî di şerê cîhanî yê duyem de? [721 hirori_kur] Ez di wê bawerê de me ku karesat û terajediyaya me ji ya hemûyan mezintir û bargirantir e. [722 hirori_kur] Ha nêzîk e temenê tepeserî û perîşanî û rezaletiya me ji sed salan derbas bibe û ev ji miletekî re pir e. [723 hirori_kur] Dêmê wî xemokî bû. [724 hirori_kur] Serê xwe xiste nav her du lepên xwe û weko kesekê serêşaneka mezin heyî, serê xwe givaşte serêk û pê re kete malxulyan û dalxelêdanê. [725 hirori_kur] Ew çend rojek bûn ew li wir bû, li zomeka Qeşûriyan. [726 hirori_kur] Kesine wek wî, bê gimlik, ji başûrê Kurdistanê, li wê derê hebûn. [727 hirori_kur] Rûniştivanên deverê, ew û yên weke wî, bi bertîlan, ji dest cendirmeyan qurtal dikirin û diparastin. [728 hirori_kur] Kurdên bakûr arîkariyeka mezin pêşkêşî wan dikir. [729 hirori_kur] Şêro wê rojê hemûyê ji bin keprê ne derketibû derê, ew jî ji ber ku cendirme nêzîk bûn û digotin dûr nîne hêzeka leşkerê tirkan li nêzîkî zozanê xwecih bibe û hîngê rewş xerabtir dibe. [730 hirori_kur] Li cem wî ew jî zîndan bû, »ma heke mirov ji xwe û jiyana xwe êmin nebe û neşêt bi dilekê rehet rûne, rabe û binive, hema ji zîndanê jî xerabtir e«, wî weha digot xwe . [731 hirori_kur] Hatin û çûna wî ne li gor dilê wî bû û diviyabûya ji zomê derneketibûya û heke derketiba jî diviya bi qeçaxî û veşarkî ba û pêrgî cendirme û mît û nehezan neba. [732 hirori_kur] Dê were welatê mirovî ji mirovî re bibe zîndan! [733 hirori_kur] Ev hevoke du sê caran digel xwe got. [734 hirori_kur] Gelek hizra xwe di hindê de kir ka çi bike û dawiya wî dê çawa be. [735 hirori_kur] Carna heza nivîsînê xwe li dilê wî dida û dixwest hewil bide xwe bi nivîsandinê ve mijûl bike, lê ji xwe dipirsî: [736 hirori_kur] »Çi binivîsim? [737 hirori_kur] Helbestan? [738 hirori_kur] Lê helbestvanên me ji mêşan jî bêtir in. [739 hirori_kur] Xwe tiştekê gelek baş e, lê dê çêtir be eger hindî wan çîroknivîs û romannivîs û şanonivîs û nivîskarên rengên din yên edebî û ne edebî jî hebin. [740 hirori_kur] Ez dibînim ya çêtir ew e ez xwe mijûlî nivîsandina çîrok û romanan bikim. [741 hirori_kur] Mebesta min bi vê gotinê ne kêmbuhakirina helbestê ye, nexêr, çunkî dê her hezdarên nivîsandin û xwendina wê û her şêweyekê din yê edebî hebin. [742 hirori_kur] Lê ez xwe bisteh dikim û dibêjim gelek hene helbestan dinivîsin bê ku nivîsa wan rengê helbestan tê de hebe û jê xuyadibe ku mebesta wan bes ew e ku pirtûkeka wan hebe û weha û bi wan nivîsên xwe torê kurdî dewlemend nakin. [743 hirori_kur] Bi ya min heke mirov nikare tiştekê baş yan tiştekê nû binivîse bila xwe bi xwendina wî tiştî bêtir ji nivîsandina wî mijûl bike. [744 hirori_kur] Ez bêtir hez dikim dest bi nivîsandina çîrok û romanan bikim, çunkî nivîskar tê de serbestir e û dikare tê de qala gelek babet û bûyer û serhatî û pirs û pirsgirêkan bike. [745 hirori_kur] Bi dîtina min çîrok û roman ji bilî ku ji gelek jiyan û ji babet zanistên cur bi cur û pêk tên, her wisa jî ji zimanî re û bo hînbûna wî xwendingeh in. [746 hirori_kur] Lê çi çîrok binivîsim û li ser çi? [747 hirori_kur] Bêhneka xweş hizra xwe xiste ser hindê ka li ser çi babet û çi rûdanê binivîse, paşî dev ji wê hizirkirinê berda û gote xwe: [748 hirori_kur] »Ma çi ji babetên çîrok û romanan li Kurdistanê mişetir in? [749 hirori_kur] Hema li her bihustekî bi dehan tablo û wêneyên balkêş û serinckêş û sersormêner hene lê şehrazahî û zanîn ew e mirov bikaribe wan destnîşan bike û ruha wan nas bike. [750 hirori_kur] Ma bo çi weke berahîk dest bi serhatiya jiyana xwe nekim? [751 hirori_kur] Belê, xweş hizr e, li destpêkê dê bîrhatinên xwe nivîsim. [752 hirori_kur] Belê, wê ya ku bi serê min hatî û min bi çavên xwe dîtî û nuke tê de dijîm binivîsim, dê tiştekî baş û bi sûd jê durust bibe. [753 hirori_kur] Bes pêwîst e ez endêşe û fantaziya xwe jî tê de bikarbînim û dê weha pirtûkeka rind û nirxdar û baş hête pêkanîn. [754 hirori_kur] Oh...biborin, bila biryara başî û nebaşiya pirtûkê bo xwendevan û rexnegiran be.« [755 hirori_kur] Hema hêşta kela hizra nivîsînê di ser û dil û mejiyê wî de, ew rabû ser pêyan û defterka xwe ya biçûk û qelem ji berîka kirasê xwe derxistin. [756 hirori_kur] Hinekê hat û çû û hewil da destpêkekê peyda bike. [757 hirori_kur] Paşî ji nişkan ve kete ser zikê xwe, her weçku awayê xwedirêjkirina li ser zikî bêtir arîkariya wî di nivîsandinê de dikir. [758 hirori_kur] Piştî kelevajî ser zikê xwe bûyî, afrandinê li nik wî dest pê kir û çend rêzik nivîsandin. [759 hirori_kur] Rabû ser pêyan û rêzên nivîsandîn xwendin, lê bi dilê wî nebûn. [760 hirori_kur] Torebû, ew per ji defterkê vekir û bi xeyidîn qirmiçand û dûr havêt. [761 hirori_kur] Kete ve ser zikê xwe û bizaveka din kir û qelemê xwe bi lez li ser kaxezê xişand û ev çend rûpelên berahiyê ji romana xwe nivîsandin: [762 hirori_kur] »Her gaveka ez hizra xwe di jiyana xwe de dikim yekser tişt û bûyer û bîrhatinên xembar û dilgir tên bîra min. [763 hirori_kur] Erê gelo binasê vê çendê ew e ku jiyana min di piraniya xwe de ji nexweşî û talî û serborên jandar pêkhatiye, yan jî hema ew parçeyên êşdar yên jiyana min di min de zaltir in û her tim ew bi tenê li ber hizr û çavên min in? [764 hirori_kur] Çi cara ew rezaletî û perîşaniya ku em li bajarê Mûsilê tê de jiyayîn ji bîra min naçe. [765 hirori_kur] Her çend e ez li gundê Hirorê ji dayik bûme lê zaroktiya ku min li gundî borandî nahête bîra min, çimkî hê ez pênc salî bûm çaxê mala me ji Hirorê hatiye veguhastin. [766 hirori_kur] Hîngê, di sala 1961-ê de, babê min biryar da ku mala me ji gundî bibe wî bajêrî. [767 hirori_kur] Dixwest bi wî awayî xwe ji qerqeşe û şer û pevçûnên gundî û gundiyan li ser avê û axê û givandeyên milk û bîstanan dûr bixe. [768 hirori_kur] Wî ne dixwest dilê çi kesekî biêşîne. [769 hirori_kur] Hêviya wî ew bû bikaribe ew û zarokên xwe li Mûsilê ku bajarekê mezin e, nanê paletî û rencberiya xwe bê qerqeşe û bê serêşan bixwin. [770 hirori_kur] Babê min mirovekê gelek li ber xwe rawestayî bû. [771 hirori_kur] Her çende ji gundî mişext bû, lê kulmal û xweziya wî ya herî mezin ew bû ku bikaribe li gundê xwe, li ser axa xwe bi ked û renca xwe, tena û dilxweş û serfiraz bijî. [772 hirori_kur] Lê, ba, ne li gor dilê gemîvanî bû û weko wî dixwest birêve neçû. [773 hirori_kur] Her roj, şerenîx û lêkdan û mehkemeyên cîranan û gundiyan li ser vê zeviyê û coka henê û bihustekî givandeyî bûn. [774 hirori_kur] Hema mamê min bi xwe jî li ser bihustekê axê bi destê mala Reşoyê Sêbizinan hate kuştin. [775 hirori_kur] Herdu cîranên hevudu bûn û ji kevin de şemate û kêşmekêşa wan li ser tuxîban bû. [776 hirori_kur] Bi gotina Reşoyê Sêbizinan, mamê min bihustekê axa wî bi ser ya xwe ve biribû. [777 hirori_kur] Ne bes mamê min û babê min lê gizîrê gundî jî ku aqildar û rehispiyê gundî bû, digot ku hindî li bîra wa ye, ew bihustê axê yê mamê min bû û berî wî jî yê babê wî bû. [778 hirori_kur] Weha ye, ne çi tapo û ne çi mehkeme hene û her yek û pehinka devê xwe û ka kî û çend şahid hene. [779 hirori_kur] Reşoyê Sêbizinan bi yazde kurên xwe ve dixinzirî û dixwest bihustê axê bike yê xwe û bo xudanê wê revda kuran bihustekê axê pir e. [780 hirori_kur] Mamê min jî digot hema ne xweş e mirov neheqiyê li ser xwe qebûl bike û ew jî ji ya xwe ne dihate xwarê. [781 hirori_kur] Li dawiya dawiyê Reşo bi kurên xwe ve çûn berahîka mamê min û rê li ber girt. [782 hirori_kur] Mamê min yê bi tenê bû û dema dîtî ku wan karê şerî kiriye xwest wan ji kerê belayê bîne xwarê, Lê bê hode bû. [783 hirori_kur] Ev, babê min, wisa ji min re vegêraye. [784 hirori_kur] Digot çi di destê mamê min de nema ji bilî ku berevaniyê ji xwe bike. [785 hirori_kur] Di şerî de, mamê min, wê rojê, Reşoyê Sêbizinan û sê kurên wî birîndar kirin. [786 hirori_kur] Lê her di wê rojê de û her di cihê şerî de mamê min hate kuştin. [787 hirori_kur] Reşo jî bi dijwarî, bi xencera mamê min hate birîndar kirin û bi wê birînê mir. [788 hirori_kur] Hîngê gelek ji gundiyan ketin bin babê min û wan ew han dida bona ku tola birayê xwe bistîne. [789 hirori_kur] Her çend e babê min mirovekê ne xwendewar bû lê yê pir aqilmend û li ser xwe û li dijî bikarnîna hêzê, di çareserkirina pirsgirêkan de bû, lewma jî guh neda wan û zoxandina wan û digote wan: [790 hirori_kur] Ma tola çi û kê vekim? [791 hirori_kur] Nê Reşo jî hate kuştin û sê kurên wî jî birîndar bûne û birîna yekî ji wan pir dijwar e. [792 hirori_kur] Babê min ew bira bi tenê hebû û hindî dinyayekê hez jê dikir û qet gotina wî li erdî ne dida, lê wî jî pir babê min diviya û jê re gelek guhdar bû. [793 hirori_kur] Nemana mamê min birîneka kûr di dilê babê min de çêkir. [794 hirori_kur] Çi roj ne derbas dibûn eger wî qala wî û mêrxasî û zîrekatiya wî ne kiriba. [795 hirori_kur] Ne dihêla dayika min li malê girara danequtê çêbike, ji ber ku mamê min ew girar ne diviya û babê min jî ji ber wî, çêkirina wê girarê di malê de qedexe kiribû. [796 hirori_kur] Ew qedexekirin piştî mirina mamê min jî ma û dayika min ya ku pir hez ji wê girarê dikir, ne dikarî ji tirsa babê min wê çêbike, her çende babê min bi xwe jî hez ji wê girarê dikir. [797 hirori_kur] Ji bilî vê karesata ku babê min dilteng û xemgîn kirî, ew bi xwe jî ji arêşe û problemên ava avdanê û cok û givande û sinûrên erdî bi cîranan re bê behir nebû. [798 hirori_kur] Wî ne diviya mîna mamê min, birayê xwe, bike. [799 hirori_kur] Xwe, wî bê qam hez ji gundê xwe û axa xwe dikir. [800 hirori_kur] Evîndarê jiyana gundî û rezvantî û cotkarî û şivantî û gavantiyê bû. [801 hirori_kur] Li cem wî ji jiyana bi azadî li ser erd û milk û axa xwe xweştir û serfiraztir nebû. [802 hirori_kur] Bes pa welê hat ku babê min, ji bêgaviyê biryara veguhastina mala me bo Mûsilê bide. [803 hirori_kur] Wênekirina dayika min bo gavên xatirxwestina babê min ji gundê xwe, bi xwe dramatek e, her roj li welatê me rû dide: [804 hirori_kur] Şev bû, tava heyvê geş dibû û diviyaba çi kesekî bi çûna me nezanîba, dayika min gelek caran ev ji min re salox kiriye. [805 hirori_kur] Me çi ligel xwe ji gundî ne bir. [806 hirori_kur] Hema em, bi can û laş û cilên xwe ve û nan û xwarineka têra me û rêya me, bi dizîkî ve ji gundî derkeftin. [807 hirori_kur] Hê em ji gundî dûrnekeftibûn, babê te em rawestandin, li pişt xwe zivirî û berê xwe da gundê dar û bar û tariyê di nav xwe de werpêçayî. [808 hirori_kur] Kizgiryokê hefka wî girt û çav lê sor û pirî rondik bûn. [809 hirori_kur] Min qet bawer nedikir ku babê te dikare bigirî, çunkî min ew çi cara ne dîtibû bike girî, lê xuya bû cudabûn ji gundî li nik wî ji hemû tiştekê din dijwartir û sextir bû. [810 hirori_kur] Kete ser çoka û êdî pir ji dil kire girî. [811 hirori_kur] Giriya wî dil li min şewitand û ez jî berdame girî. [812 hirori_kur] Paşî û her weko gund Mekkeha wî, herdu lepên xwe û navçavên xwe xistine ser axê, te digot qey ew nivêjê ji gundî re dike. [813 hirori_kur] Paşî serê xwe bilind kir, tijî lepên xwe ax kir û rabû ser pêyan û ew axa di lepên xwe de nêzîkî dêmê xwe kir û devê xwe pêrana û maçîkire wê axa di lepan de. [814 hirori_kur] Ji nişkan ve ax ji destên xwe berda xwarê bo ser erdî û hat û ji ber barê kerê tu lê siyar tûrkek anî derê, her weçku bo hindê anîbû. [815 hirori_kur] Ew tûrikê biçûk tijî ax kir û xiste ve ber barê kerî. [816 hirori_kur] Aha eve ew ax, hêşta di vî guldanê henê de ye, û dayika min tila xwe dirêj dikire guldankekê gulroz tê de. [817 hirori_kur] Em kî ve biçin ew guldank bi me re ye. [818 hirori_kur] Her roj jî çend carekan bêhin dikeyê û her careka bêhin dikeyê pê re dipeyive û dibêjeyê: hey axa minê tu çenda buha giran û şirînî! [819 hirori_kur] Dicle bajêrê Mûsilê dike du alî; hindî yê çepê bû xwecihên wî piranî kurd bûn û hindî yê rastê bû piranî ereb bûn. [820 hirori_kur] Mala me li aliyê rastê bû. [821 hirori_kur] Em bi xwe maleka boş bûn. [822 hirori_kur] Manê her salekê duwa dayika min minalek dibû û bi wî rengî barê berpirsiya babê min mezintir û girantir dibû. [823 hirori_kur] Ew di wê bawerê de bû ku heke zarok bû Xudê rizqê wî jî digel wî dide. [824 hirori_kur] Lê li vî welatî jiyan pir sext û dijwar e û eger mirov kar neke çi hukumet û dezgeh xema ji bêkaran û rewşa wan naxwin. [825 hirori_kur] Bêkarî jî mişe bû; di maleka heft heşt kesî de, yekî yan duwan kar dikir û yên din dixwar û bi aneh û hêviya Xudê jiyan birêve diçû û bêkarî û bê pereyî jî zêdetir dibû. [826 hirori_kur] Karbidestxistin ji paleyekê mîna babê min re pir qurs bû. [827 hirori_kur] Her roj siharê diçû meydankekê ji meydankên bajêrî ku digotinê elsaet û li wê derê bi dehan kesên din jî yên weko wî diciviyan, li hêviya ku kesekê pêwîstî bi paleyekî hebe bêt û ji xwe re paleyan bi dilê xwe hilbijêre, evca her kes û şansa xwe. [828 hirori_kur] Weha ne hêsan bû ku hemû rojan kar bi dest wî bikeve û gelek caran bi dilekê şikestî dihate ve mal, ji ber ku kar bi dest nediket û bêkariyê jî problem zêde dikirin. [829 hirori_kur] Kirêya xaniyan jî giran dibû û ya ji hemûyan jî nexweştir veguhastina malê bû. [830 hirori_kur] Hema, em da hind bînin rojekê ji rojan, ji nişkan ve û bê agehdarkirineka pêşwext, xwediyê xanî hat û ji me xwest serê mehê xaniyê wî vala bikin. [831 hirori_kur] Mesele çi ye çi nîne? [832 hirori_kur] Welle, çivêlê xudanê xanî bê şerim dibêje »xanî xaniyê min e û ez bi dilê xwe me« yan jî dibêje »kesek heye kirêyeka bêtir ji ya we dide, evca yan jê derbikevin yan jî dê kiriya we girantir lê bikim«. [833 hirori_kur] Hosa, her du sê heyvan diviyabaya babê min li xaniyekê din bigerhabaya û mal veguhastibaya. [834 hirori_kur] Bi wî awayî kirêdarî û veguhastina malê û bêkariyê pişt li babê min xwîl kir û ew zû pîr kir û ji hêz xist. [835 hirori_kur] Diyar e ew di nav xwe de pir diêşiya, lê derê cîhana xwe ya di nav xwe de, li ber çi kesekî venedikir. [836 hirori_kur] Di jiyê heft saliyê de, weke piraniya zarokên kurd, min jî dest bi karî kir; karekê pir erzan, di çayxaneyekê de. [837 hirori_kur] Zarokine ji hevjiyên min û du sê salekan ji min mezintir boyaxçiya pêlavan li ser cadeyan dikir. [838 hirori_kur] Yên mezintir jî, ji genc û zilamên kurdan, di loqente û paletiya serxaniyan û barhilgiriyê û di karên din yên zehmet de, li hember pereyekê kêm, wekî karkerên erzan, kar dikirin. [839 hirori_kur] Ji bona ku ez biçûbama xwendingehê diviyabaya min li her havînekê, li çaxê pişûdana havînê, karek ji xwe re bikiraya, ku min pê pere, têra cilên xwe û xwendingehê û pirtûkên wê vêkxistibana, eger na, hîngê ez û xwendingeh ji hevudu xelas. [840 hirori_kur] Binasê vê yekê jî mehaneya babê min ya kêm bû ku bi xurtî têra kirê û xwarinê dikir. [841 hirori_kur] Hema hindî li bîra min e dayika min her eynî cilka li ber bûn. [842 hirori_kur] Du dest bûn, destek dişûşt û destek li ber bû. [843 hirori_kur] Xwe rewşa her heft birayên min jî ne çêtir bû ji ya min. [844 hirori_kur] Min her ji zaroktiya xwe pir hez ji xwendinê dikir û min mereq bû ez di paşerojê de bibim nivîskarekê bi nav û deng, ku pirtûkên wî mişe bêne xwendin. [845 hirori_kur] Min li havînan li çayxaneya mûsiliyekî kar dikir. [846 hirori_kur] Her ji berê spêdeyê heta êvareka dereng. [847 hirori_kur] Ez gelek diwestiyam, lê min, li mal, xwe bi wê westiyanê ne dianî derê, ji ber ku, ya ji min ve, eger dayik û babê min pê bizanin ku karê min ji min re sext û dijwar e, ew wenakin êdî ez kar bikim. [848 hirori_kur] Dema li dawiya karî, piştî seet nehî şevê, xwediyê karî rojaneya min dixiste di nav destên min de, şadiyeka bê qam ez digirtim û min wê gavê bêtir ji her gaveka dî, hest bi hebûna xwe dikir. [849 hirori_kur] Min ew rojane dixiste di berîkeka penteronê xwe de û destê min jî di berîkê de ew fils digirtin, ji bo ku jê hêmin bim ku nakevin. [850 hirori_kur] Tiştekê pir balkêş û pîroz e ew hestpêkirin; ku mirovî buhayê ked û renca xwe wergirtiye û ew pere mafê mirovî ye. [851 hirori_kur] Ne pereyê bi minet û xazxazokî û hêve û wêve ye, lê mirovî tiştek ji xwe daye ku renc û ked e û tiştek din li hember wê standiye ku pere ye. [852 hirori_kur] Gava ku ez di rê de pêrgî keçekê dibûm, min zirzir ji berîka xwe dianî û min bi hindê dixwest bala keçikê bikşînim ser hindê ku min jî pere hene û ez jî xudan kar im, kurt kurmanc, hestên zilamtiyê li cem min dibişkiftin. [853 hirori_kur] Dema diketime hundurê malê, yê serbilind û dilxweş bûm. [854 hirori_kur] Dayika min digot »wey ez gorî te bibim kurê min, karkerê malê«. [855 hirori_kur] Hîngê min hest bi hindê dikir ku ez jî tiştek im û min jî cihê xwe yê diyar di malê de heye. [856 hirori_kur] Pere diçûn destê dayika min û wê ew dixistine di sindoqeka ji tenikeyî ya mezin de, ku cilkên me tê de dihatin hilgirtin. [857 hirori_kur] Sindoq jî her qifilkirî bû û kilîl li cem dayika min bû. [858 hirori_kur] Berî destpêka sala xwendinê hinek ji wan pereyan ji bo kirîna cilikan diçûn û yên mayîn jî ji bo qelem û defter û pirtûk û rojaneya me, di çaxê çûna xwendingehê de, diman. [859 hirori_kur] Yek ji bîrhatinên êşdar ku her tim li ber çavên min e, ew bû ya bi serê me dihat, di riya çûna me de bo xwendingehê û vegera me ji wê. [860 hirori_kur] Çaxê em zarokên kurdan derdikeftin derveyî malê û jê dûrdikeftin, coqeyên zarokên ereban bi keviran, û li havînê bi tîvilên şitiyan, radihêlan me û bera me didan û şer digel me dikirin. [861 hirori_kur] Hêj heta nuke jî lêheytînên wan di guhên min de deng vedidin. [862 hirori_kur] Rê li me digirtin û êrişî me dibûn û ev slogan çend bare dikir: [863 hirori_kur] Kixdî kixdî hemaqe şalil kubbî û lezeqe lezeqe bil bixniyî til’it kubbî mehşîyî [864 hirori_kur] Yan slogana: [865 hirori_kur] Kixdî exû cehşo. [866 hirori_kur] Ev, ji bilî xeber û gotinên pir ne xweş û keşefir û kirêt. [867 hirori_kur] Rast e ku ew zarok bûn, lê em jî zarok bûn û me wilo, weko wan reftar nedikir. [868 hirori_kur] Erê gelo ma ew kerba wan ji kûve dihat? [869 hirori_kur] Xwe me weke zarok, çi tiştê xerab rû bi rûyê wan, li hember wan, li dijî wan ne kiribû. [870 hirori_kur] Me çi tiştekê weha nekiribû ku dilê wan pê biêşe û pê ji me bixeyidin. [871 hirori_kur] Xuya bû wan ew çende ji yên ji xwe mezintir girtibû; ji bab û dayik û bira û xwîşk û kes û kar û niyasên xwe. [872 hirori_kur] Weha, rayeka giştî li cem ereban, li beramberî kurdan, bi destên hukumdar û siyasetmedarên Iraqê û dezgehên wê yên ragehandinê hatibû çêkirin. [873 hirori_kur] Hema her bi vî awayî bingehên tuximperistî û raşistî û faşistiyê tên deynan. [874 hirori_kur] Hitler bi jînenîgara xwe ve wêneyekê herî li berçav e li ser vê rastiyê. [875 hirori_kur] Wî ji kerbvebûnê ji Cuhiyan dest pê kir û paşî bû kerbvebûn ji her nifşê ne arî heta ku gihaştiye kerbvebûnê ji her nifş û tiştê ne almanî û li dawiyê kerb û kîn ji her kes û tiştê ne nazîst û ne hitlerî. [876 hirori_kur] Wî di nav zarok û xurtan de dest bi wê idiolojiya xwe kir, ji ber ku bi dîtina wî, ew perekê sipîn e û xwîngerm in û ew dikare her tiştekî bêxe serê wan. [877 hirori_kur] Ev pêla raşîstiyê di nav tirk û ereb û farisan jî de, li hember miletên biçûk, ku bi wan re dijîn heye. [878 hirori_kur] Bo nimûne, li Iraqê kerbvebûn ji cuhiyan û ji kurdan û paşî kerbvebûn ji her nifş û kes û tiştekê ne ereb weke rayeka giştî cih girt. [879 hirori_kur] Sedam hat û ew bêtir zoxand û bû idiolojiyek, ku ereb çêtir û paqijtir û pêşkeftîtirîn milet e û weha xwebizildîtin li cem wan peydabû. [880 hirori_kur] Di ser demê Seddamî de ew kerbvebûn gehişte loka kerbvebûnê ji her kes û tiştekê ne be’isî. [881 hirori_kur] Biborin ku ez ji serhatiya xwe dûrketim, lê carna pir xweş e, eger mirov ya di dilê xwe de derbixe û bila bo ser kaxezekê jî be. [882 hirori_kur] Dema ku zarokê kurd li derve bi tenê baya, yan du zero bana, hîngê, da qolên zarokên ereban bi ser wan de bin Enter ibin Şedad û da dilê xwe bi me hîn kin. [883 hirori_kur] Lê eger zarokên kurdan ji duwan bêtir bana, hîngê yên ereban dibûn tirsinok û xwe didan aliyekî û digotin hevûdu: manê eve kurên hirçan in û hirç mirovan dixwin. [884 hirori_kur] Niha ez mezin im û ez baş dizanim ku ew zarok bûn û wan ne dizanî ka ew çi dikin û guneha wan çi nîne û mirov nikare wan gunehbar bike. [885 hirori_kur] Lê ya min pir diêşîne ew e ku bab û dayik û kes û karên wan zarokan ew didîtin dema êrişî me dibûn û tadarî li me dikir û ew ji cihên xwe ne dilivîn û em jêkvenedikirin. [886 hirori_kur] Wan xwe ji zarokên xwe tore nedikir, lê tamaşayî me dikir, her weçku dilên wan bi wan kiryarên zarokên wan hîn û xweş dibûn. [887 hirori_kur] Diyar bû ku wan şehnazî bi hindê dikir ku zarokên wan weha xwedî cerg in, »kurên ercinan« diqutin. [888 hirori_kur] Bêguman wan aferînek jî li ser wê kiryara xwe ji malbata xwe distand û wisa li ser kerb û kînê berebabek dihate perwerdekirin. [889 hirori_kur] Xwe ev, bi serê xwe, babetekê berfireh û mezin e û ez vê ji sosyologan re dihêlim bona ku ew bi tefşiyên xwe yên zanistî bikevine ser vê pirsê û şirove bikin û vekolînên xwe li ser bikin û encaman jî bêxin ber çavên me bona ku em sûdê jê bibînin. [890 hirori_kur] Bi dîtina min, her çend e di kulturên deverê de tiştine hevbeş hene, lê kultura me û ereban, di bineretê xwe de, ji hev cuda ne û kultura me taybetmendiyên xwe hene û weha kesayetiya mirovê kurd jî cuda ye. [891 hirori_kur] Hindî em zarokên kurdan bûn, em girêdayî sinc û torên bilind û baş yên navmalbatên xwe bûn. [892 hirori_kur] Ev, ne xwe bi zilzanîn e, lê rastiyek e, divêt bête gotin. [893 hirori_kur] Di malabata kurd de reftar, rabûn, rûniştin û danûstandin, ne wekî wê bûne ya di nav malbata ereb de. [894 hirori_kur] Çi heddê me bû em şerê zarokekê ereban yan çi zarokekî din bikin. [895 hirori_kur] Ne dibû peyveka pîs û çepel ji devê me derbikeftaya. [896 hirori_kur] Eger tiştekê weha rûbidaya, da kî guhên me ji destên babên me derbixistana. [897 hirori_kur] Babê min ne dixwest em çi kesekî biêşînin û digot: Her kesek weko xwe, ew pîs û em baş, ew tadariyê dikin û em xwe diparêzin û destdirêjkariya nakin. [898 hirori_kur] Xwe, bêguman ev reftareka baş e lê li cihekê ku yasa hemû tişt be û mafê çi kesekî di bin sîbera yasayê de winda nebe, qanûn û hukumet mafên mirovî bê cudahî biparêze. [899 hirori_kur] Lê çaxê qanûn nebe yan li astê hindê nebe ku mirovî û avru û mafê wî weke mirov biparêze, hîngê, divêt mirov serî li hember her rengekê zordarî û perçiqandinê be, çi be û çawa be bila bibe, ne çemîne, heke dê mirov bite axa bin piyên tadakaran. [900 hirori_kur] Bi dîtina min eger qanûn nebe yan bes bi nivîskî hebe û weke din kesên desthilatdar li gor dilên xwe dikin, wê çaxê pêwîst e mirov li gor zanîn û şiyan û pêçêbûnên xwe û li gor kawdan û dewr û berê xwe, rê li ber wê zordariyê bigire û hewil bide wê nehêle. [901 hirori_kur] Evca ew bizav û hewildan dê çawa be, dê organîzekirî yan hema take kesî be, ev pirseka girêdayî wî rengê zordariyê û qada berfirehbûna wê ye. [902 hirori_kur] Di salên şêstan de hukumeta Iraqê berdewam bû li ser şerê xwe li dijî kurdan û xwestina wan bo mafên xwe yên neteweyî li ser xaka xwe. [903 hirori_kur] Hewildana wê ya ji hemûyan mezintir ew bû ku kurd şerê kurdî bike; li gor siyaseta »ji hev veqetîne û xwe bi ser de zal bike«. [904 hirori_kur] Û wisa jî bû, hukumetê, ji bilî leşkerê xwe, eşîrine kurd, di şerê xwe de li dijî kurdan bikardianîn. [905 hirori_kur] Her digel hindê jî propagendeya xwe dikir û digot: Ha, mêzebikinê, kurd nikarin yek bigirin, kurd dijminê serê xwe ne, kurd nikarin çi dewleta birêvebibin, kurd dê her dijminê yek û du bin, em dikarin wan birêvebibin ûhd. [906 hirori_kur] Hîngê hukumetê hêzên »firsan« çete yan, bi kurdiya durust caş, ji hindek eşîrên kurdan çêkirin. [907 hirori_kur] Hukumetê pere û mezinatî dida axa û serokeşîr û şêxan bona ku ew eşîrên xwe, kesên dewr û berên xwe bixapînin û çekî bi milên wan vekin û bikin çete û bibin şerî lidijî pêşmergeyan. [908 hirori_kur] Rast e ew kulav çû serê piraniya axayan lê ne çû serê piraniya kurdan. [909 hirori_kur] Babê min jî yek bû ji wê piraniya ku xwe û zarokên xwe ji wê caşatiyê parastî. [910 hirori_kur] Axayê devera me ku li taxa Zuhûrê li Mûsilê, di qesra xwe ya xweş û mezin de dijiya, gelek caran hinarte pey babê min û xwest wî, bi pereyan yan bi tirsandinê qayil bike ku ew yan kêmtişt kurekê wî bibe caş, lê babê min bi ya axayî nekir û her digot: »Eger ez ji birsa jî bimirim ez qebûl nakim kes ji mala min bibe caş. [911 hirori_kur] Bila kurên min bibin serbaz di leşkerê Iraqê de, sed hezar caran bi namûstir e ji hindê ku bibin çete û dûvelank«. [912 hirori_kur] Çetatî û şerê birayê xwe yê kurd li kin wî pîstirîn kar bû û xinizkariyeka ji hemûyan mezintir bû û her digot: ew kanîka te av jê vexwar bera ne avêjeyê. [913 hirori_kur] Babê min her ji destpêka hatina xwe bo bajêrê Mûsilê û her ji wê gava gundê xwe hêlayî, umêda vegerê bo gundî û bo ser axa xwe pê re bû û digel dijiya. [914 hirori_kur] Wî baweriyeka mezin bi hindê hebû ku dê her rojek hêt ku ew û gundê xwe, tê de bigehin ve hevudu û ew roj hat. [915 hirori_kur] Piştî ku partiya Be´is hatiye ser hukmî li Iraqê û nikarî bi hêza çekî serhildana başûrê Kurdistanê ji nav bibe, neçarbû di sala 1970-ê de gotinbêjiyan bi serokatiya kurdan re, li ser çareserkirina pirsgirêka kurd bike. [916 hirori_kur] Li dawiyê, li ser şêweyê otonimî ji kurdan re, li ser axa Kurdistana Iraqê pêkhatin û di adara her eynî salê de beyannameya lihevhatinê, ya naskirî bi beyannameya (Yazdeyî Adarê) ji hêla kurdan û hukumeta Iraqê ve hate ragehandin. [917 hirori_kur] Wilo şer rawestiya û aştiyeka berwext peydabû û rê li ber xelkî vebû ku vebigerin bo ser gund û milk û warên xwe. [918 hirori_kur] Bi wî rengî delîve li ber bicîhatina niyaza babê min jî vebû. [919 hirori_kur] Wî, di hezîrana her wê salê de, mala me veguhazte Hirora xwe ya delal. [920 hirori_kur] Lê mixabin ku jiyê aştiyê weko carên pêşîn kin bû. [921 hirori_kur] Piştî ku hukumeta be’isiyan cihê pêyên xwe xweşkirî û desthilata xwe di Iraqê de mukum kirî û bi hêzxistî û piştî bi hêzxistina peywendiyên xwe bi dewletên kenkene yên cîhana me re, wê yekser zimanê xwe digel kurdan guhart ve. [922 hirori_kur] Wê, bi yek alî otonomiyê xwe yê kartonî ragehand û xwefiroş û patexorine kurd û bê wergirtina raya kurdan bi xwe, kirine nûnerên kurdan û bê xiş, gunên wan di destên be’isiyan de bûn. [923 hirori_kur] Wê, her di eynî wextî de, êrişa xwe ya çekdar jî anî bo ser Kurdistanê. [924 hirori_kur] Piştî nêzîkî saleka şerî û piştî ku ziyanên mezin li ser destê serhildana kurd ya çekdar bi leşkerê Iraqê ketîn û ew nikaribû wê rabûneserxweyê ji nav bibe û seranserî Kurdistanê dagîr bike ve, hukumeta Be’is arîkarî ji şahî xwest. [925 hirori_kur] Hosa, herdu dijminên yekûdu û ji bo lêdana kurdan û parastina berjewendiyên xwe yên hevpişk, dest dane hevûdu. [926 hirori_kur] Weha, bi pîrozkirina dewletên mezin, wan di adara 1975-ê de gurzê xwe yê bê wujdan daweşande serhildana Kurdistanê û careka din başûrê welatî kete ve bin destê be’isiyên Iraqê. [927 hirori_kur] Evca desthilatdarên Iraqê her tişetkê ji dest hatî li dijî gelê Kurdistanê kir û karesat li pey karesatê bi serê kurdan û kêmatiyên din yên neteweyî li Kurdistanê anîn. [928 hirori_kur] Xelik girtin, kuştin û berze kirin. [929 hirori_kur] Hinek jî derbiderî başûrê Iraqê kirin, bo nav deşt û leylanên şewitî û germixî û hin jî di ordîgehên zoremilî de, bi topizê zoriyê binecih kirin. [930 hirori_kur] Başûrê welatî bi dirêjahiya tuxîbên xwe li bakûr û rojava û rojhilat û bi kûratiya bîst kîlometran ji rûniştivanan hate valakirin. [931 hirori_kur] Gund, xanî, war û milk û dar û bar û rez û derametên wan hatin sotin û bi erdî ve rast kirin. [932 hirori_kur] Li hinek deveran jî, li şûna kurdan ereb binecih kirin û ji wan re xanî ava kirin û ax li ser wan dabeş kir û pere û otomobîl danê. [933 hirori_kur] Biborin, ku ez we jî bi xwe re dibim bo nav politîkê, lê çare tune ye, ez neçar im qala van pirsan bikim, ji ber ku ev girêdayî min û malbat û kes û kar û derdora min in, xwe ez jî yê çîroka xwe û ka çi hatiye serê min ji were dibêjim. [934 hirori_kur] Gundê me, Hirorê jî yek bû ji wan gundên li berahîkê hatine vala û wêran û kavil kirin. [935 hirori_kur] Leşkerê Iraqê em û tişt û miştên me heyîn, bi zîlên xwe birin û havêtine ser cehdeyekê li bajarê Duhokê. [936 hirori_kur] Çi kes û nasên me di bajêrî de nebûn. [937 hirori_kur] Baş bû hîngê havîn bû û xwendingeh girtî bûn. [938 hirori_kur] Bajêr jî yê kurdan bû û xwecihên bajêrî pir dil bi me şewitî û xwestin arîkariya me bikin. [939 hirori_kur] Her çend malek dakirine di xwendingehekê de, bi mercekî, berî ku xwendingeh vebin û sala xwendinê dest pê bike em xaniyan ji xwe re kirê bikin û xwendingehan vala bikin. [940 hirori_kur] Babê min derbiderbûna wê carê ne dît, ji ber ku wî pêş barkirina me ji gundî bi du mehan xatra xwe ji jiyanê xwest û mir. [941 hirori_kur] Em weha, di bajêrê Duhokê de binecih bûn. [942 hirori_kur] Ez careka din vedigerim ve bo ser pirsa kerbê ya ku di nav min de serî hildide. [943 hirori_kur] Erê gelo ew ya nû ye, yan jî girêdayî wê hemûyê ye, ya ji zaroktiyê heta niha bi serê min hatî û min bi çavên xwe dîtî? [944 hirori_kur] Bêguman bi wê gişê ve girêdayî ye û niha dest bi xuyabûn û bizivînê dike. [945 hirori_kur] Lê, aya ev kerbe li dijî wan kes û sembolan e yên ku me tepeser û perîşan dikin? [946 hirori_kur] Yan jî kerb e ji destdirêjkariyên wan bo ser ax û gund û bajar û mirov û kultura me? [947 hirori_kur] Yan kerbe li hember reftar û kiryar û bîr û bawer û dîtinên wan yên regezperês, ku xwe bi nijadekê bilind û resen didin nasîn û me, bi pir nizim û çi ne li qelem didin? [948 hirori_kur] Dibe ku kerb be li dijî wê çendê ku ew xwe bi tenê bi mirov dibînin û mafê her tiştekî didin xwe û yên derveyî nifşê wan, li gora wan ne mirov in û nabe daxwaza çi mafan bikin û eger bixwazin weko mirovan bijîn, divêt xwe ji nijadê xwe bişûn û xwe bi nifşê wan ve girê bidin. [949 hirori_kur] Dibe jî ku ev kerb li hember wan hemû tiştan e ku bi zordariyê aviz in û zordarî jê çêdibin. [950 hirori_kur] Xwe rast e ku ev kerbe piştî kuştina herdu hevalên min û xaleta Zuleyxa û xwekuştina Besnayê peqiya. [951 hirori_kur] Lê weha ye, ku tişt kete serêk û bargiran û dijwar bû dê reaksiyon, rengdanewe, çêbibe. [952 hirori_kur] Dibe jî ku serekaniya vê kerbê ne bes ev bin, lê tiştine rojane jî bin. [953 hirori_kur] Bila ez we bo paşde bizivirînim; demê hê ez dwazde sêzde salî û dildarê xwendinê. [954 hirori_kur] Hîngê, kes nebû nîşa me bide ka bo zarokekî, di jiyê me de çi baştir e bixwîne. [955 hirori_kur] Evca ez û hinêr û mereqa xwe. [956 hirori_kur] Wey gidiyo ezo, her çi pirtûka dikefte ber destên min, mîna kulafiyan dikeftime ber û min dixwend. [957 hirori_kur] Bigire ji pirtûk û çîrokên ayînî û hezar şev û şevek û dastan û efsaneyên millî û pirtûkên dîrokê û çîrokên zarokan heta digehişte çîrokên polîsî yên weko Ersîn Lobîn ûhd. [958 hirori_kur] Ne bes vaya, lê çîrok û romanên kenkeneyên edebê cîhanî, mîna Dostoyevskî, Tolstoyî, Viktor Hogoyî, Balzakî, Dîkenzî, Çîxofî, Sarterî, Kamoyî, Hemingwayî û hêş gelekên din jî. [959 hirori_kur] Ez dibêjim ji ber wê xwendina min ya mişe kela nivîsînê li min da. [960 hirori_kur] Hîngê min xwe bêtir di nivîsandina helbest û kurte çîrokan de desthil didît, lê bo zanîna we min bi zimanê erebî dinivîsand. [961 hirori_kur] Min car û baran hinek ji wan nivîsên xwe nîşa mamosteyê xwe yê ziman û edebê erebî didan. [962 hirori_kur] Li destpêkê bawer ji min nekir ku ez im nivîskarê wan berheman, lê di dawiyê de bawer ji wê rastiyê kir û ez han didam bo berdewambûnê li ser helbestraçandinê. [963 hirori_kur] Bes pîç pîçe dilê min ji nivîsandina bi erebî sar bû û jê dûrkeftim û gehişte hindê ku min bi yekcarî dev jê berda û min hevsarê xwe ji nû bi dest xwe girt. [964 hirori_kur] Belê, min berê xwe da zimanê xwe û nivîsandinê bi kurdî. [965 hirori_kur] Dibe reftara ereban ya negatîv û gelek hezkirina min ji kurdiyê, bûn hoyên ku erebî li ber dilê min reş bibe. [966 hirori_kur] Û wisa mereqa min kete ser zimanê min yê kurdî û kultura me. [967 hirori_kur] Tê bîra min ew cara dawiyê ya ku min tê de helbesteka xwe ji kovareka erebî re şandî. [968 hirori_kur] Hertim heval û hogirên min ez pal didam bona ku ez berhemên xwe di rojname û kovarên erebî de belav bikim. [969 hirori_kur] Min li destpêkê guh nedida wan, ji ber ku helbesta min her çend e bi zimanê erebî bû lê wêneyên wê ji Kurdistanê û ji nav miletê min bûn û min dizanî ew tiştê weha naweşînin û eger ew biweşînin jî dê ji wê ruhê vala bikin. [970 hirori_kur] Lê wan dostan bawer nedikir û min jî ew çend carekan hinartin û ne hatine weşandin. [971 hirori_kur] Helbesta dawiyê, min ji kovareke erebî re birêkir. [972 hirori_kur] Mirov bo rastiyê bibêje wan helbest belav kir, lê peyva kurd jê anîne derê û li batî wê peyva ereb cih girtibû. [973 hirori_kur] Bi wî terzî şi’ir jî hate dagîr kirin. [974 hirori_kur] Bêguman ez gelek têkçûm, ji berku peyva kurd ya di helbestê de pênasnameya wê helbesta min bû, çaxê wan kurd jê havêtî û ereb xistiye cihê wê, êdî ne ji dûr û ne ji nêzîk jan û ah û vîxanên xurtê kurd ji helbestê ne dihatin. [975 hirori_kur] Ya ji hemûyan jî êşdartir ew bû ku navê min bi wê helbestê re hatibû weşandin. [976 hirori_kur] Lê belê baş bû çi kesekî ji dost û hevalan qala wê nekir. [977 hirori_kur] Xuya bû wan ew nexwendibû. [978 hirori_kur] Min jî xwe bi ser hindê ve nebir ku ew helbest hatiye weşandin. [979 hirori_kur] Her çende min pir hez dikir ku qala wê tadariyê bikim û redaksyona kovarê rû reş bikim, lê ma kî dê ji min bawer bike, da weko tifa ser evraz be û her da bi nav çavên min bi xwe bikeve ve. [980 hirori_kur] Min, piştî hîngê bi demekê kurt, dev ji nivêjan jî berda û ez ji dînî dûrketim. [981 hirori_kur] Lê bawerî bi Xwedê, bi hebûna hêza qenc û baş li hember zulmê û xerabkaran li vê cîhanê, di hundurê min de ma cihgirtî. [982 hirori_kur] Dibe jî ew dûrketina min ji misilmantiyê vedigere ser hindê ku bi dîtina min ya hîngê, misilmantî û erebtî dibûn du rûyên yek pereyî, du êdyemên bi hevudu ve girêdayî, ji asinekî û timamkerên hevudu ne. [983 hirori_kur] Û di encamê de, di xizmeta ereban û bi hêzxistina wan bi tenê de ne. [984 hirori_kur] Her çende min ew jî baş dizanî ku misilmanên rastîn jî hene ku ji dil misilmantiya xwe ya girêdayî Xudê birêve dibin; mirovine temaşayî misilmantiyê dikin weko rê ji bona xwenêzîkkirinê ji Xudê û bi wî awayî Xwedê diperêsin. [985 hirori_kur] Ev tiştekê pir rewa ye û mirovên ji wî rengî di nav hemû ayînan de; mîna fele û cuhî ûhd..hene û ew cihê rêzdariyê ne. [986 hirori_kur] Ji berku armanca wan ne polotîke û tevlihevkirina dînî bi siyasetê ye, lê mebesta wan, li gor baweriya wan, xwe parastin e ji xerabî û çewtiyan bi rêya bêtir xwenêzîkkirinê ji Xwedê. [987 hirori_kur] Kesên weha ku hurmata ayînê xwe û xwe bi xwe digirin, divêt her mirovek jî, heta eger dûrî ayîntiyê jî be, hurmeta wan û bawerî û dîtinên wan yên ne fundamentalîst bigire. [988 hirori_kur] Lê, li ciyê daxê ye, ku her ji kevin, grupine din jî hene ku ayînî ji rêya wî derdixin. [989 hirori_kur] Nemaze destekên siyasî yên nifişperês û xwedî berjewendiyên politîk û desthilatdarên hukumdar ku hewil didin oldariya paqij, peywendiya ruhî ya di navbera mirovî û Xudê de biguhorin û bêxin di rûgeheka din de. [990 hirori_kur] Bi awayekê din û li berçavtir, ew dixwazin ayînî ji bo pirsên neteweyî û politîk bikarbînin. [991 hirori_kur] Yan aşkiratir, ew misilmantî û neteweya mezin di ramanên xwe de, bi hevcot û timamkerên yekudu dibînin. [992 hirori_kur] Mîna di Iraqê de îslam û ereb, di praktîka rojane de bûne yek û li gor vê û bi dîtina desthilardaran, ereb misilman e û misilman jî ereb e. [993 hirori_kur] Xwe, di rastiyê de, bi vî terzî ereb û faris û tirk bûn xwedî dewlet. [994 hirori_kur] Û neteweyine din jî mîna kurdan ku ji dil misilmantî dikir û bi rastî biratiya erebmisilman û farismisilman û tirkmisilmanan dikir û xwe bi hemû ve xistibû ber xizmeta misilmantiyê, man bê dewleta xwe ya neteweyî. [995 hirori_kur] Bi welatê xwe ve man li bin sitem û dagîrkirina tirk û faris û erebên misilman de. [996 hirori_kur] Min, carna digote xwe »lo, hema eger Quran bikiraya kurdî, baştir dibû û mirovê kurdîziman ew fêhim dikir û dikarî bi zimanê xwe, ne ku bi zimanekê biyanî, Xwedê xwe biperêse«. [997 hirori_kur] Hindî babê min bû, ew sofî bû, mirovekê pir bi misilmantiyê û Xudê ve girêdayî bû. [998 hirori_kur] Nexwendewar bû û ji erebiyê jî bêcgeyî çend wuşeyekan çi ne dizanî. [999 hirori_kur] Tiştê ji gişan jî balkêştir ew bû, ku wî xwendin û nivîsandin bi yekcarî ne dizanî, lê Quran dixwend û bê çewtî û heziqîn dixwend. [1000 hirori_kur] Û piştî çendîn salên xwendina wî bo Quranê, wî ew ezber kiribû. [1001 hirori_kur] Eger pirsyar jî jê bihataya kirin ka ew xwendin ji bo çi ye eger mirov tênegehe? [1002 hirori_kur] Ka ew rist û dêr çi dibêjin? [1003 hirori_kur] Ka Xudê di wan hevok û ayet û sûretan de çi şîretan li beniyê xwe dike? [1004 hirori_kur] Li hember pirsyarên weha ew pir ne rehet dibû. [1005 hirori_kur] Pêwîst nake mirov têbigehe, lê ya giring ew e mirov kitêba pîroz ya Xudê bixwîne, babê min dixwest weha hem bêgaviya xwe binixêve û hem jî me qayil bike. [1006 hirori_kur] Xwe pirsa wergerandina Quranê ji erebiyê bo ser kurdiyê yan her zimanekê din ne ya gotin û têkvedanê bû. [1007 hirori_kur] Ne bes babê min lê piraniya misilmanan û bi taybetî yên ereb, wergerandina Quranê bo ser zimanekê din bi karekê ne rewa û bi derkeftin ji rêya Xudê dizanî. [1008 hirori_kur] Bi gotina şêx û mela û zanayên ola misilmanan, Quran bi zimanê erebî ji ba Xwedê hatiye xwarê û diyar e Xudê ew ziman hejî hindê dîtiye lewma jî divêt ew bi wî zimanî be û her kes û her nifşemilet wê bi wî zimanî wê bixwînin. [1009 hirori_kur] Li gor dîtina wan, divêt peywendî, her bi zimanê Quranê bi xwe, ku erebiy e, bi Xudê re bêne kirin. [1010 hirori_kur] Bêguman ev çêtirîn şêweyê xwezalkirinê ye bi ser yên din de. [1011 hirori_kur] Ez vî babetî bêtir têkve nadim, ew jî ji tirsa ne ku kesek bi çewtî min û van axiftinên min fêhim bike. [1012 hirori_kur] Lê mixabin ku kesine weha ku xelet mirovî fêhim bikin yan hema ew bi xwe, xwe xelet têbigehînin, di hemû deman de û li hemû cihan hene. [1013 hirori_kur] Serî li we gêj nakim û we ji kakila axiftina xwe dûr naxim û we vedigerînim ve bo ser pirsa kerba min û reh û rûşalên wê. [1014 hirori_kur] Ew kerb û kîna niha girtina min jî aniye bîra min. [1015 hirori_kur] Ez, hîngê xwendinkarê sala duwemîn ya xwendingeha amadeyî li Mûsilê bûm. [1016 hirori_kur] Ez, rojekê di kilasê de bûm, dema dergeh bê qutan hatiye vekirin. [1017 hirori_kur] Rêveberê xwendingehê ku endamê rêberiya »hizba Be’is« bû li Mûsilê, hate jor. [1018 hirori_kur] Çavên wî weko gurekê birsî di nav xwendinkarên kilasê de li pey yekî digeriyan. [1019 hirori_kur] Çaxê çavên wî gihane ser min, rawestiyan, her weko ew bi ser nêçîra xwe hilbû. [1020 hirori_kur] Ez, bê derew, pir tirsiyam û hema min hind dît rêveberî û bê destûr xwestinê ji mamosteyê kilasê bangî min kir. [1021 hirori_kur] Ez jî, hêbetî, tirs di lingan de pêçayî, ji cihê xwe rabûm û ber bi derî çûm. [1022 hirori_kur] Çavên xwendinkaran û mamosteyî bi min ve bûn, her weçku wan bi çavên xwe digote min ’’haya te ji te hebe!’’ [1023 hirori_kur] Katê ez gehiştime derve, dibînim ku li derve, ji rêveberî wêvetir çiwar zebelehên zilaman, mîna dergehvanên dozexê, li benda min in. [1024 hirori_kur] Bê hîç axiftin û bi enî girêyî ber bi min ve hatin. [1025 hirori_kur] Duwan ji wan rahişte herdu çingilên min û ez raheşandime di hundurê landkrozera xwe ya sipî de. [1026 hirori_kur] Di wan gavande, qute quta dilê min bêtir lê hat. [1027 hirori_kur] Di nava min de hizrên cur bi cur vecemyane ser hev, pirsyar û bersiv hevrûşî hevudu bûn. [1028 hirori_kur] Laşê min dilerizî û xuhekê ez berdidam bona yeka din min bigire. [1029 hirori_kur] Hindî hatime xwe ku bizanim ka çima wan ez girtime û ka ji ber çi ez wisa ditirsim, lê min nikarî bersivê bizanim. [1030 hirori_kur] Xwe, hema ruxsar û navçavên wan yên ku agir jê diçû û reftar û kiryarên wan bes bûn bona ku mirovî bêxin di teqeleq û tirsê de. [1031 hirori_kur] Ez, di avahiyê polîsê asayişê »emnê« de li Mûsilê, xistime ber paşvebirin û qutan û şeq û zilleh û lêdaneka êşdar. [1032 hirori_kur] Û wan pirsyarên bê hejmar, her weçku min gunehkariyeka mezin kiribe, havêtine ber min. [1033 hirori_kur] Li bîra min e pirsyara wan ya yekem ku bi gef û gur ji min kirî: [1034 hirori_kur] Tu dixwazî ku zimanê kurdî di xwendingehan de bibe zimanê xwendinê? [1035 hirori_kur] Barzanî neşiya wê bike evca tu!? [1036 hirori_kur] De ka bêje ka tu bi kîj rêxistina kurdî re kar dikî û ka serkêşê we kî ye û ew serên we bi çi pir dikin? [1037 hirori_kur] Min xwest wan têbigehînim ku zimanê kurdî weko zimanê xwendinê di pilana xwendingehê bi xwe de ye û ew ne tiştekê rast e tuhmeteka weha bêxine ser min. [1038 hirori_kur] Ew bi xwe di rastiyê de jî weha bû; waneya kurdî di pilana xwendinê ya xwendingehê de bû, lê ew di praktîkê de nebû. [1039 hirori_kur] Gelek ji xwendinkarên xwendingeha me kurd bûn û me mamosteyê zimanê kurdî jî hebû lê dersa kurdî nedihate dan. [1040 hirori_kur] Xwendinkarên kurd hez ji dersa kurdî dikir lê wan bisteh ne dikir xwe bi hindê bînin derê û wê daxwaza xwe bînin ziman. [1041 hirori_kur] Mamosteyê kurdiyê jî ku kurd bû, Xudê jê razî, tirsinokekê ji qam derketî bû. [1042 hirori_kur] Xwendinkarên kurd her digot ka da em tiştekî ji bo vê dersê bikin. [1043 hirori_kur] Evca rojekê min û bi amadebûna giş xwendinkarên kurd di klasê de, ji wan xwest ku bi min re bihên cem rêveberî, bona ku em tev bi hev re wê daxwaza xwe sebaret bi zimanê kurdî bêxin ber wî. [1044 hirori_kur] Lê mixabin, katê min navê rêveberî û çûnê bo nik wî anî, birader di cih de xav û sist bûn û ketin ber mihanegirtinê. [1045 hirori_kur] Hin bê deng man û hinan jî got: ma qey çewtî di hindê de ye ka ew ders dibe yan nabe? [1046 hirori_kur] Heke me gelek zimanê xwe bivêt em dikarin xwe li mal jî hîn bikin û pêwîstiya me bi vê serêşî û sergêjiyê nîne. [1047 hirori_kur] Min çend hewil da wan qayil bikim ku her çend e em kurdîziman in jî lê her kesek nikare xwe li malê hînî rênivîs û gramatîk û zimanê edebî yê kurdî bike. [1048 hirori_kur] Ji bilî wê jî xwendinkar di dersa kurdî de kultur û edeb û dîroka xwe nas dike, lê têgihandina wan di rewşa wî wextî de pir dijwar bû. [1049 hirori_kur] Tirsê û bê hêvîbûnê ew dagîr kiribûn. [1050 hirori_kur] Daxwaza min ew bû ku zimanê kurdî jî mîna zimanê erebî buha û rêzdariya xwe di xwendingehê de hebe. [1051 hirori_kur] Lê, hemû ji qesta û bê hode bû û axiftinên min bi avê de çûn. [1052 hirori_kur] Tiştê ku bi başî hatiye kirin; gotinên min peyv bi peyv gehiştin guhên sîxurên be’isiyan. [1053 hirori_kur] Bes, ma hema wan pê zanî! [1054 hirori_kur] Ma qey gotineka berûvajî rastiyê û xerab ji devê min derkeftiye! [1055 hirori_kur] Axiftina min ji çarçûveya pilana xwendingehê û yasaya dewletê dernekeftibû. [1056 hirori_kur] Xwe, ne min dersa kurdî xistibû di pilana xwendingehê û klasa me de û ne jî min mamosteyek jê re destnîşan kiribû. [1057 hirori_kur] Ez zêdetir serî li we gêj nakim, kurt û kurmanc, ez heft heyvan mam di navbera emna Mûsilê û emna Bexdayê de girtî. [1058 hirori_kur] Sal sala 1975-ê bû. [1059 hirori_kur] Iraqê û Îranê li Cezayirê peymana 6ê adarê mor kiribû. [1060 hirori_kur] Bi wê peymanê serhildana kurd ya çekdar li başûrê Kurdistanê hate hilweşandin. [1061 hirori_kur] Hoye, eger hevsarê me di destê me de nebe; Îrana ku em gerimkirîn, sinûrên xwe ji me re vekirîn, çekên giran xistine ber dest û xizmeta me, mebesta wê ji wê çendê bes bi me tirsandina Iraqê bû. [1062 hirori_kur] Di rastiyê de em leyistika wan bûn û îhtiyaca kenkeneyên cîhanê, dewletên mezin bi me, weko kiyan, tunebû. [1063 hirori_kur] Mîna ku Îranê xwestî, li dûmahiyê Iraqê hewara xwe bire cem wê û xwe muhtacî wê kir. [1064 hirori_kur] Û weha çêbû; Iraqê ji Îranê xwest êdî arîkariya kurdan neke. [1065 hirori_kur] Îranê jî gotê baş e lê mercên min jî hene. [1066 hirori_kur] Bi wî awayî herdu dijminên sersextên hevûdu, ji bo berjewendiyên xwe û ji bo lêdana kurdan heta eger bo wextekê kurt be jî bûn dostên hev. [1067 hirori_kur] Îran jî gehişte miraza xwe û hinek girav û ava kendawî kete destên wê. [1068 hirori_kur] Belê, serhildana kurdan setimî û desthilatdarên Iraqê ketin dest têwerdanê di Kurdistanê û di jiyana xwecihên wê de. [1069 hirori_kur] Wê leşkerê xwe, cebilxaneya xwe ya sivik û giran tereberayî seranserî Kurdistanê kirin. [1070 hirori_kur] Wê çi qulaç jî nehiştin xwe ne gihandinê. [1071 hirori_kur] Wan, bi hezaran kesên ku bi ektîvî kar di raperîn û têkoşînê de kirîn derbiderî başûrê Iraqê kirin, hin jî girtin û hin jî kuştin. [1072 hirori_kur] Welatê me bi xwecihên wî ve xiste bin kontroleka rojane ya dijwar de. [1073 hirori_kur] Wan bi wê jî bes nekir û xuya bû ku karê wan pilanekirî û programkirî bû. [1074 hirori_kur] Her ji destpêka hatina wan bo ser hukmê Iraqê pilaneka dirêjxayen ya wan bo jinavbirina miletê kurd hebû. [1075 hirori_kur] Ew berahîk bû û li pey wê ax û oxên dijwar, wêrankirina Kurdistanê, valakirina wê ji kurdan û xwecihên din yên wê û erebkirina wê hatin. [1076 hirori_kur] Min qala girtina xwe ji were dikir; wan, piştî lêdan û êşandinê û piştî ku ez kirime nîvmirov û çi axiftin ji min çênekirîn, bera min da. [1077 hirori_kur] Xwe, we rastî bivêt, berî zîndankirinê, min ne ji dûr û ne ji nêzîk çi peywendî bi siyasetê ve nebû. [1078 hirori_kur] Mebesta min, ez ne girêdayî çi rêxistineka siyasî yan karekê siyasî bûm. [1079 hirori_kur] Her çend e di rastiyê de xebata mirovê kurd û miletê kurd ya rojane li dijî sitem û dagîrkirinê û bizav bo bi destveanîna azadiyên mirovî û neteweyî bi xwe dibe pirseka siyasî. [1080 hirori_kur] Xwe pêdiviye siyaset û siyasetmedarî berî her tiştekî, di xizmeta mirovî û miletî de be. [1081 hirori_kur] Lê dibe jî ku ew, bes berjewendiyên grupekê yan texekê yan destekekê û çend kesekan bi tenê biparêzin. [1082 hirori_kur] Berî ku min berbidin, wan ez neçarkirim ku kaxezeka pirkirî mor bikim. [1083 hirori_kur] Ev, di kaxezê de nivîsandibû: ’’Ez Şêroyê kurê Bayezîdî biryara Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê li ser xwe qebûl dikim û eger hat û xuyabû ku min peywendî bi partiyeka din ji bilî partiya Be’is heye, ez wê gavê bi wê sizayê qayilim«. [1084 hirori_kur] Li gor wê yasayê, heke ez yê xelet nebim ez dibêjim hejmara wê 115 bû, kesê ku wê kaxezê mor bike û bête zanîn ku di partiyekê de ji bilî partiya Be’is de kar dike, dê sizayê wî bê mehkemekirin xendiqandin be. [1085 hirori_kur] Piştî ku ez hatime berdan, êdî xwendingehê ez wernegirtim. [1086 hirori_kur] Mihaneya wan jî ew bû ku ez ji xwendinê veqetiyame û beşdarî taqîkirinên sala derbasbûyî ne bûme û di destpêka sala nû ya xwendinê de amade nebûm û dereng hatim. [1087 hirori_kur] Ji bilî wan herdu bihaneyan, wan ez bi casûsê Îsraîlî û cuhiyan li qelem dam. [1088 hirori_kur] De were lo, wisa bi hêsanî, ez yê ku ne Îsraîl û ne jî cuhîyek bi tenê jî di hemû jiyê xwe de bi çavên xwe dîtî, kirim casûs û sîxurê wan. [1089 hirori_kur] Belê, ew, weha bi hêsanî, dikarin navê her kesekî bilewitînin û bi kesekê nebaş û xwefiroş û paşvero bidin zanîn. [1090 hirori_kur] Di Rojhilata Navîn de û bi taybetî di welatên ereb û misilman de, sîstemên hilsengandina tiştan û bûyer û mirovan, ne weko sîstemên hilsengandinê ne li cem miletên din yên cîhanê. [1091 hirori_kur] Sîstemê niha her yê berê ye; çawa hukumet û tevgerên siyasî û dînî yên ereb û welatên misilman û hukumetên wan û dezgehên ragehandinên wan berî çendîn salan ew hevîrkirine, her nuke jî weko xwe ye û çi ya wesa jê ne hatiye guhertin. [1092 hirori_kur] Weku mînak, çaxê desthilatdarên van welatan kesek yan grupek nevêt û bixwazin wan di civakên xwe de îzole û veder bikin û paşî wan jinav bibin, dê tuhmeta xwefiroşî û siyonizm û casûstiya Îsraîl û împeryalîzmê pêvenin. [1093 hirori_kur] Bi wî awayî rêya jinavbirina kes û grupên weha li ber wan pir asan dibe, ji ber ku piştî propagendeyeka weha, dê piraniya civakên wan bêjin ku ew kes Xudênenas e, çimkî xizmeta cuhiyan û Îsraîlê û împeryalîzmê dike. [1094 hirori_kur] Di sîstemekê weha yê hilsengandinê de, ku di çendîn salan de hatiye durustkirin û ji ber dîwarên li dormandorî civakê çêkirîn, çav û mejiyê xelkî dûrtir naçe. [1095 hirori_kur] Di egera sîstemekê weha yê hilsengandinê de rayeka giştî çêdibe, guhertina wê ne hêsan e û di piraniya caran de, mixabin, hêz berê wê, her çend e ber wext jî be, diguherîne. [1096 hirori_kur] Xwe dewlet ne dewleta yasa û dadgehan e ku mirov bikaribe bi rêya dadgeh û dezgehên ragehandinê berevaniyê ji xwe û mafên xwe yên mirovtiyê bike. [1097 hirori_kur] Evca sed hezar rehmet li wî kesî bin yê ku dibe tîrarmanca wan û dilreşiya wan. [1098 hirori_kur] Di pîvana desthilatdarên Iraqê de, ew kes bi tenê pêşvero ye yê ku be’isî be yan bawerî bi ideolojî û bîr û bawerên wan hebe û bi çi rengekî li hember wan û gotin û kirinên wan raneweste. [1099 hirori_kur] Li cem van azadiya bîr û baweran jî heye, lê azadî di navbera du alternatîvan bi tenê de; yan be’isîtî û serçemandin bo wan yan jî jinavçûn û neman. [1100 hirori_kur] Ev jî azadiyeka taybetî ye ji devera me ya Rojhilata Navîn re. [1101 hirori_kur] Ev modêla azadiyê, di welatên devera me û hemû cîhana paşkeftî de, pir caran û bi mişehî û berfirehî tê dîtin. [1102 hirori_kur] Ev, li cem deshilatdaran û bi taybetî yên cem me, tiştekê pir normal û rewa û di ciyê xwe de ye. [1103 hirori_kur] Manê gez û meqes di destên wan de nin û ew çilo dixwazin wilo dikin. [1104 hirori_kur] Kurt û kurmanc ez ji xwendinê hatim bê par kirin. [1105 hirori_kur] Xuya ye bes tiştine xembar û dilêş tên bîra min; li vir girtîgeha emna giştî ya Bexdayê tê bîra min. [1106 hirori_kur] Roja min ya yekemîn bû di girtîgehê de, ku girtiyan zanî ez kurd im, ji nav wan, yekser, yek rabû û ber bi min ve hat. [1107 hirori_kur] Zilamekê reşesmer, bejin dirêj û teşimkeka tarî li ber çavan. [1108 hirori_kur] Wî bi xêrhatin li min kir û xwe weha da niyasîn: [1109 hirori_kur] Ez Îbrahîm Ebdulxaliq im [1110 hirori_kur] Girtîgeh ji korîdoreka dirêj ya gelek teng pêk dihat. [1111 hirori_kur] Çend odeyek tê de bûn, lê deriyên wan her tim daxistî bûn. [1112 hirori_kur] Di wan mezelan de kesine ku ew naxwazin bi çi kesekî re bipeyivin û li cem wan mirovine xeter in bi tenhayî tên îzolekirin. [1113 hirori_kur] Bi kutekî, di wî korîdorê firehiya wî nîv metir de, cihê girtiyan bi rûniştin û nîv razanê di herdu aliyan de dibû. [1114 hirori_kur] Kes ji me ne diwêriya bi yê din re biaxive. [1115 hirori_kur] Kit û mat jî hebûn ku ji derketina xwe bê hêvî bûbûn, evca wan guhdariya yasa û rêdarên girtîgehê ne dikir û danustandinên xwe bi hevudu re didomandin û qala her tiştekî bi girtiyên din re dikir. [1116 hirori_kur] Her roj piştî seet dehî şevê, girtî giş di cihên xwe de matmayî diman, guhên xwe vediçinîn; ka dê îşev navê kê bête vexwendin û dê gera kê û lêdan û îşkenceyê be. [1117 hirori_kur] Ev jî, ji ber ku piraniya vekolîn û lêdanan pey seet neh û dehî şevê dest pê dikir û carna heta seet şeşî spêdeyê jî vedikêşa. [1118 hirori_kur] Seet nehî şevê bû, dema bo cara yekem ez ketime hundurê wê îşkencegehê. [1119 hirori_kur] Piştî derbasbûna çend deqîqeyekan û piştî ku wî nav li xwe nayî Îbrahîm Abdulxaliq, wî devê xwe anî ber guhê min û got: [1120 hirori_kur] »Ez dizanim baweriya te bi min nayê û ew tiştekê normal e û belku jî baş e ku tu bawer ji min nakî, çunkî divêt mirov di girtîgehan de li ber devê xwe rabiweste û haya wî ji gotin û reftara xwe hebe. [1121 hirori_kur] Lê , ez dixwazim şîretine li te bikim û pêwîst nake ku tu bersiva min yan komentarekê li ser bidî. [1122 hirori_kur] Dibe ku îşev yan şeveka din gera te û lêkolînê be. [1123 hirori_kur] Dê te bi pirsyar û gotgotk û xweşxweşk û êşandinê pir mandî bikin. [1124 hirori_kur] Mebesta wan ew e ku tu zû hem bi laşê xwe ve û hem jî bi wûreyên xwe ve mandî bibî û ji hev bikevî. [1125 hirori_kur] Ew jî, bona ku tu li gor dil û daxwaza wan bipeyivî û bikî. [1126 hirori_kur] Ya giring ew e ku tu bawer ji wan nekî û rê nedî ku metodên wan te di serde bibin û wenekî ezmanê te bitehise wê çala ku ew te radikşîninê. [1127 hirori_kur] Weku nimûne; dê ji te re bêjin ’’tu biaxivî yan neaxivî em rastiya te dizanin û eve daxuyanî û îtîrafên hevalên te li ser te, lê eger tu bi devê xwe daxuyaniyê li ser xwe û hevalên xwe bidî hîngê dê sizaya te kêmtir be û tu hew tê êşandin. [1128 hirori_kur] Û eger tu amadebî ku bi me re kar bikî, hema em, her ji nuke çavên xwe li ser vê pirsê diniqînin û em bi başî, weko yekî ji xwe, çavê xwe didin te’’. [1129 hirori_kur] Dibe ku dengî ji kaxezan bînin û bibêjin te ’’aha ev in daxuyaniyên hevalên te’’. [1130 hirori_kur] Tu bi xwe nikarî wan bibînî, ji ber ku çavên te dê bi pateyekî bêne girêdan û hema tu bibînî jî ma qey li cem wan pir zehmet e ku ew daxuyaniyan bi destên xwe û bi navên kesine din çêbikin! [1131 hirori_kur] Baş haydar be û guh nede derewên wan. [1132 hirori_kur] Ez nizanim û naxwazim tu bibêjî jî ka te tiştek kiriye yan na, lê bi her hal, divêt tu bo tişt û daxwazên wan bibêjî na. [1133 hirori_kur] Xwe li ber qutanê bigire, sist nebe û xwe di gotinên wan negehîne. [1134 hirori_kur] Hema xwe bi rastî xişîm bike û xwe weko mirovekê gêl bîne pêş. [1135 hirori_kur] Çi axiftinan li ser xwe nede û eger heta dawiyê, te xwe ragirt û tu li ber wan mukum û girtî mayî, bi aneha Xudê tu dê ji dest wan qurtal bî.« [1136 hirori_kur] Gotinên wî baş di guhên min de nediçûn xwarê, ji ber ku min bi çavê tirsê û gumantêbirinê li wî dinerî. [1137 hirori_kur] Min gote xwe dibe ku ew yek be ji sîxurên ku bi wî awayî axiftinan ji girtiyan çêdikin, lewma min gotê: [1138 hirori_kur] Xwe min çi nekirye ku bitirsim û ez fêm nakim ka çima tu şîreta li min dikî? [1139 hirori_kur] Ji ber ku tu kurdî, wî got. [1140 hirori_kur] Baweriya min jî gelek bi kurdan tê. [1141 hirori_kur] Mêrxas in, çi cara serên xwe li ber zordaran ne çemandine. [1142 hirori_kur] Ez, ji bilî vê, xwe li hember kurdan bi gunehkar dibînim. [1143 hirori_kur] Min jî, di wextê xwe de, gelek tadarî li kurdan kiriye. [1144 hirori_kur] Min ew di van girtîgeh û zîndanan de gelek azardane. [1145 hirori_kur] Ez, niha, di rojên xwe yên dawiyê de, dixwazim bi her çi awayekî be barê gunehên xwe sivik bikim û wujdana xwe rehet bikim. [1146 hirori_kur] Ez ne peyivîm û ez di hindê jî ne digehiştim ka wî çawan di vê zîndana niha ew bi xwe tê de girtî, wextekî kesine wekî min êşandine. [1147 hirori_kur] Ji min re bû mereq ku bizanim, lê wî pirsyara min ji devê min nebihîst, lê di hêbetbûna dêmê min de dît, lewra vêre çû û got: [1148 hirori_kur] »Dibe ku tu niha ji xwe dipirsî ka ez van tiştan hemûyan ji kûderê dizainim û ka ez kî me yan durustir kî bûme. [1149 hirori_kur] Te ya rast bivêt ez bi xwe jî yek bûm ji endazyarên vî sîstemê vekolîn û îşkencedanê. [1150 hirori_kur] Ez berî sala 1968-ê serokê şaneyeka serekî ya be’isiyan li Bexdayê bûm. [1151 hirori_kur] Seddam Huseyn û Nazim Gizar du endam bûn di wê şaneya min de. [1152 hirori_kur] Cirre û kêşmekêş û şeredevên min bi wan re bê dawî bûn. [1153 hirori_kur] Wan yek dîtin hebû û ne diguhert, dîtina wan jî ew bû ku pêngava yekemîn di siyaset û şoreşeka durust de, sexmeratî welatekê avatir û xweştir û komelekê bextiyar û pêşkeftîtir, ew e ku milet hemû bibe be’isî û yê be’isî nevên û bawerî bi be’isiyan nebe û be’isî nebe divêt ser lê bête pelixandin. [1154 hirori_kur] Eve hizra wan bû, di wê demê de ku hê em nehatibûn ser hukmî. [1155 hirori_kur] Û di wî çaxî de, ji bona ku em desthilatdariya Iraqê bêxin di destên xwe de, pêwîstiya me pir bi hevkariyê bi opozisyona li dijî hukumetê hebû. [1156 hirori_kur] Wan herduyan pir hez ji şera û lêdan û kuştinan dikir û bi dîtina wan hêz hemû probleman çareser dike. [1157 hirori_kur] Tiştê ku hîngê bala min kişandî ser xwe, mijûlbûna Seddamî bû bi xwendina pirtûkên polîsî û yên şer û casûsiyê digel yên qanûnî. [1158 hirori_kur] Wî, weha, hezkirina xwe bo bikaranîna hêzê û bo jinavbirina hevrikên xwe, bi wan pirtûkan têr dikir. [1159 hirori_kur] Her wisa jî şehrezahiya xwe di wî warî de pêşde dibir. [1160 hirori_kur] Ez dibêjim yên qanûnê jî bi mebestekê dixwendin; ka ew çawan qanûnê, bi xwe, bixapîne û ka çawa çi şop û şûndestan li pey kiryarên xwe nehêle, bona ku qanûn nikaribe wî zebit bike. [1161 hirori_kur] Dirêj nakim, ez, her di destpêkê de, rêveberê komîteya yekemîn ya vekolînan ya ser bi partiya Beis bûm. [1162 hirori_kur] Min jî, bi wî rengî, para xwe di avakirina vî dar û destê niha yê vî dezgehê êşnadin û terorkirinê de hebû. [1163 hirori_kur] Bêguman li ber te ne zelal e ka ez niha li vir çi dikim. [1164 hirori_kur] Evê jî çîroka xwe heye û kurtiya wê ev e: »Piştî hatina me be’isiyan bo ser hukmî li Iraqê.« [1165 hirori_kur] Peyva be’isiyan bi rengekê weha got, jê xuyadibû ku ew hêşta şanaziyê bi hindê dike ku endamekê wê partiyê bû û min hest bi xwe kir ku min kerb ji wî hilgirt, çaxê wî ji min re diyar kirî ku ew jî yek bû ji zebaniyên îşkencedanê. [1166 hirori_kur] Ew li ber dilê min pir giran bû û xwestika min ya wê gavê ew bû ku ew devê xwe bigire û xwe ji min bide paş. [1167 hirori_kur] Lê wî qet xwe di hindê de nedigehand û dom da axiftina xwe: [1168 hirori_kur] ’’Her ji destpêkê, Seddamê çeqokêş xwe di partiyê de kire zepzepek û serkirdayetî hemû bi şexsiyeta xwe ya vala û ya req tirsand û dest pê kir partî ji rêya wê ya destnîşankirî derxist. [1169 hirori_kur] Wî, ew li gor dilê xwe birêvebir. [1170 hirori_kur] Ez li dijî piraniya dîtin û lênerîn û kiryarên wî rawestiyam. [1171 hirori_kur] Lê Seddam ne di xema hindê de bû û guhên wî li ber axiftin û dîtin û pêşniyarên me hemûyan girtî bûn. [1172 hirori_kur] Zimanê wî hêz bû û qîmet nedida çi kesekî û xwe bi xelaskerê ereban da niyasîn. [1173 hirori_kur] Kesê ku rexneyek li wî girtiba û li dijî wî rawestaba, da hema hind hête zanîn ku ew kes hatiye kuştin. [1174 hirori_kur] Me dizanî ku Seddam e yê ku wan dikuje, lê çi kesekî guh nedida me û ne dixwestin wê ji me bawer bikin. [1175 hirori_kur] Piranî ditirsiya û xwe diparast. [1176 hirori_kur] Min û çend kesekan û bona ku rêyê li ber wî û wê siyaset û harbûn û serxweriya wî bigirin, grupek li dijî wî di hizbê de çêkir. [1177 hirori_kur] Ez serokê wê grupê bûm û li dawiyê me xwe bi be’isiyên Suriyê ve girêda, bona ku arîkariya me bikin û her weha baweriya me ew bû ku divêt partî yek be; qiyadeya neteweyî yek be û qiyadeya dewletê cuda be. [1178 hirori_kur] Seddamî bi me zanî û bi wî rengî dijminatiya di navbera me de dijwartir lê hat. [1179 hirori_kur] Polîsên xwe yên taybetî xistibûn pey min û wan gav bi gav dizanî ka ez çi dikim û wî dixwest belgeyekê li dijî min bi dest xwe bixe bona ku pê bikaribe min li atafekî bide. [1180 hirori_kur] Ez spêdeyeka havîna 1974-ê li çayxaneya Elreşîd rûniştibûm û çayek li ber min bû, min ew vedixwar. [1181 hirori_kur] Lîsteya navên endamên rêveberiya rêxistina me jî di dest min de bû, min lê dinerî û li benda hevalekî jî bûm ku bêt û wê lîsteyê bi xwe re bibe Sûriyê. [1182 hirori_kur] Di wan navbeynan de, ji aliyê din yê cadeyê, du efserên ku min nas dikirin xuyabûn û çaxê çavên wan bi min keftîn, wan pêyên xwe siviktir lêkirin û ber bi min ve hatin. [1183 hirori_kur] Min yekser zanî ku Seddamî ew şandine û xuyabû ku wî bi lîsteyê zanîbû. [1184 hirori_kur] Loma min, her zû û hê ew negehiştîn cem min, lîste kire balolkeka biçûk û havête di hundurê devê xwe de û min ça bi ser de kir û qurçek li gewriya xwe da û balolk palda xwarê. [1185 hirori_kur] Herdu efser gehiştin ba min û bê silavkirin ji min pirsîn: [1186 hirori_kur] Ka lîsteya rêxistina we ya ku tu dê îro hinêrî Sûriyê? [1187 hirori_kur] û wan got min ko ew kesê da lîsteyê be, bi xwe agahdarî daye Seddamî. [1188 hirori_kur] Min jî gote wan: [1189 hirori_kur] Fermûn eve ew di zikê min de ye û min weha baş vecûye heta eger ez niha birîm jî, çi ya weha jê namîne ku hûn wecekê jê bibînin. [1190 hirori_kur] Lê xuya bû biryar hatibû standin, lewma wan dest dan çingilên min û her di eynî gavê de yekî ji wan destê xwe li ototmobîlekê, ku li benda fermana wan bû hijand û ez kirime tê de û ez bi wî rengî hatime girtin. [1191 hirori_kur] Evca ez yê ku karê wî vekolîn û îşkencedana girtiyan bû, ketim ber vekolîn û bin lêdan û azardanê. [1192 hirori_kur] Qet di hizra min de nebû ku ez rojekê bibim girtiyê vê girtîgehê.« [1193 hirori_kur] Teşimka xwe ya reş ji ber çavên xwe hilanî û destê xwe yê rastê danî ser çavê xwe yê rastê yê fetisî û got: [1194 hirori_kur] »Ev çavê min, di çaxê îşkenceyê de, hate korekirin. [1195 hirori_kur] Ez bi pankeka bersîvandeyan ve hilawîstibûm, dest û pêyên min bi pankeyê ve girêdayî û berê nacçavên min û sînga min ber bi jêr. [1196 hirori_kur] Panke hilkir û wê ez bi hêz dizivirandim û ji nişîv jî ve qamçiyên wan bi dijwarê bi laşê min yê tazî diketin. [1197 hirori_kur] Gelek caran dirbên wan ev çavê min yê rastê hingaft û ew li min fetisand. [1198 hirori_kur] Eger bi gotina Seddamî bûya, diviyabûya wan, ez derhal kuştibama. [1199 hirori_kur] Lê Ahmed Hesen el-Bekir li dijî kuştina min bû. [1200 hirori_kur] Ew jî vedigere bo dapîra min ku dayîna zarokên el-Bekrî bû. [1201 hirori_kur] Ew di mala el-Bekrî de bû û sexbêriya zarokên wî dikir. [1202 hirori_kur] Evca maytêkirinên dapîra min û paşî yên el-Bekrî wenekir ku ez bême xendiqandin. [1203 hirori_kur] Lê, di derheqa min de sizaya bîst salan zîndankirin hate dan. [1204 hirori_kur] Lê weku min gotî, Seddam ji ya xwe nayê xwarê û ji wî rikotir nebûne. [1205 hirori_kur] Kela wî bi wê sizayê ne rişt û di zîndana Ebû Xerîb de li ber digeriya bo ku bihaneyan li min hilbêxe bona ku min pê bide kuştin. [1206 hirori_kur] Wî digote Hesen el-Bekrî û hevalên din ku ez, şikra min, ji Ebu Xerîb bi xwe jî, peywendiyan bi Sûryê dikim û ji zîndanê name û lîsteyan ji wan re dişînim. [1207 hirori_kur] Wan, elek caran di zîndanê de, bi rêya duktorê didanan, hewildan min jehrî bikin, lê ser negirt. [1208 hirori_kur] Ez, her ji ber hindê jî niha li vir im û ez di wê bawerê de me ku ez êdî hew bi saxî ji vêderê derdikevim.« [1209 hirori_kur] Di çaxê ku ew dipeyivî, min çavên xwe li ser wan dêmên şikestin tê de xuya û li ser laşên azardayî û bê hêz û telaşbûyî wê korîdorê digerandin û hate bîra min gotineka pêşînanan ku dibêje: »Yê telhekê li ber birayê xwe vene dê her ew bi xwe kevitê«. [1210 hirori_kur] Ev yek ji wan ejdeharên ku mirovên weku min, bê guneh, di girtîgehên xwe de dihincinîn, îro ew bi xwe girtî ye û ew bi serî tê ya ku wî bi serê hinekan dianî. [1211 hirori_kur] Her wê şevê, seet deh û bîst, navê min hate bang kirin. [1212 hirori_kur] Celbiyan berî her tiştekî destên min ji pişt ve û çavên min girtin. [1213 hirori_kur] Paşî min hind dît pehînek li pişta min keft û ez tîw tîw rahavêjtim. [1214 hirori_kur] Min ne dizanî ka min ber bi kûderê dibin. [1215 hirori_kur] Wan celbiyan, di rêya birinê de henekine çivêl bi min dikirin û ez kiribûme pêtrankê xwe. [1216 hirori_kur] Dirêj nakim, lê bi rastî vekolîn, her wekî wî Îbrahîmî gotî, bi min hate kirin. [1217 hirori_kur] Min weha hest pê dikir ku ew bi xwe ye min diêşîne û bi pêyên xwe yên bi gemar diçe ser laşê min û min ji xwe re dike gok û pê dileyize. [1218 hirori_kur] Wan geh bi zilleh û şeq û pehîn û pencere û pankê û geh jî bi xoşxoşk û awayê diserdabirinê, ez azardidam. [1219 hirori_kur] Daxwaza wan ew bû ku peyva erê ji devê min derbikeve, yan jî ez ,bi hijandineka serê xwe, gotinên wan erê bikim. [1220 hirori_kur] Lê ruh şirîn e û hindî ji dest mirovî têt mirov li ber xwe dide ku ji mirinê qurtal bibe û xwe tûşî wê neke. [1221 hirori_kur] Lewma, ewende wan bi min re hovetir û dirundetir reftar dikir ewende ez bi hêztir dibûm û kerba min li hember wan û wan reftarên wan mezintir dibû. [1222 hirori_kur] Belê, ez li ser dersa zimanê kurdî, heft heyvan di wê îşkencegehê de mam. [1223 hirori_kur] Piştî ku wan hemû nifşên êşandinên xwe yên kevin û nûjen li ser min û laşê min bikaranîn û piştî ku wan ez baş li zirkê dayîm, wan ez berdam. [1224 hirori_kur] Ez, ji wê hovexana wan, derkeftim mirovekê din; dizane ku kabûsekê kujek li ser sîngê xelkê welatê wî rûdine û xwîna wan dimêje. [1225 hirori_kur] Piştî ez derkeftim, min ji nû buhayê azadiyê û azadî bi xwe nas kir. [1226 hirori_kur] Min zanî ka xebat ji bo azadiya her mirovekî çend giring e. [1227 hirori_kur] Belê, min ji nû baş fêhim kir ka ew çima mirov û miletên bindest û perîşan xebatê ji bo azadî û serxwebûna xwe dikin. [1228 hirori_kur] Di wê zîndanê de gelek kurd jî hebûn. [1229 hirori_kur] Zimanê axiftina me jî bi hevudu re çav û dêmên me yên xemgîn û kesîre bûn. [1230 hirori_kur] Ji nav wan kurdan yê ku bala min bêtir ber bi xwe ve kişandî kesanek bû bi navê Ezîzê Siloyî. [1231 hirori_kur] Ew jî ji devera me bû. [1232 hirori_kur] Roja min ya sêyê bû di wê zîndanê de, dema spêdeya wê rojê piyawekê pir bi xwe ve, bejin dirêj, navçav sipî, çavşîn û xudan porekê reşêvebûyî bersinga min girtî û bi çavên xwe yên boq hêvkire min û got: [1233 hirori_kur] Tu kurdî, mane? [1234 hirori_kur] wekî kesekê bawernekirî, pirsyara xwe kir. [1235 hirori_kur] Belê, we ye, min welama wî da. [1236 hirori_kur] Hêj wûşeya belê we ye bi timamî ji devê min dernekeftî, wî xwe bi şewqeka pir bi hêz di min werkir. [1237 hirori_kur] Ez weku kesekê pir nas û nêzîkî xwe ku demeka dirêj e nedîtiye himbêz kirim. [1238 hirori_kur] Wî, ez du sê carekan ji rûçikan ve maç kirim. [1239 hirori_kur] Hema her ji wê gavê ew mirov kete dilê min û wan çend peyvên wî yên kurdî dilê min pir şa kir. [1240 hirori_kur] Her weçku wê gavê hemû gelê Kurdistanê li hawara min hatî. [1241 hirori_kur] Bê tirs diaxift û çavên wî bi rengekê namo ji min venedibûn, her weku ne dixwest min ji dest xwe bide. [1242 hirori_kur] Hema mirovê kurd ji dûrve yê diyar e, wî got. [1243 hirori_kur] Dêm û navçavên te yên kurda nin. [1244 hirori_kur] Bêhna welatî ji te tê. [1245 hirori_kur] Paşî, min her ji wî Îbrahîmî zanî ku Ezîzê Siloyî çend heyvek in di zîndanê de ye. [1246 hirori_kur] Îşkencevan, wî her çend şevekan carekê dibin vekolînê û têxin ber amîrgeha xwe ya êşandinê. [1247 hirori_kur] Wî heta niha xwe li ber girtiye û nikaribûne çi axiftinan jê çêbikin, lê hiş di serî de nemaye û mîna teledînan lêhatiye. [1248 hirori_kur] Wî Îbrahîmî digot ku ew li ser kirîn û firotina çekî hatiye girtin. [1249 hirori_kur] Digot ku wî pey karesata 1975-ê gelek çek kirîbû û nabêje ka wî çi li wî çekî kiriye û ka li kîderê veşartiye. [1250 hirori_kur] Rojekê Ezîzê Siloyî xwe nêzîkî min kir. [1251 hirori_kur] Ew gelek lawaz bûbû û bi kuttekî xwe li ser pêyan digirt. [1252 hirori_kur] Kincên wî di ber de, bêguman ji ber îşkencedanê, peritî bûn. [1253 hirori_kur] Wî pirsyara navê min ji min kir û ka ez ji kîj gundî me û kurê kê me. [1254 hirori_kur] Wextê min bersiva wî dayî, derkeft ku wî babê min nas dikir û got ku ew, şikra babê min, mirovekê mêrxas û pirbaş bû û got ku ew, şikra xwe, gelek caran li gundî û li Mûsilê jî li cem me bûye mêhvan. [1255 hirori_kur] Diyarbû ku wî dixwest tiştekî bibêje, yan hema ya di nava wî de ketiye serêk vala bike û ez bi dest wî ketibûm, lewma ji nişkan ve got: [1256 hirori_kur] Min neçar dikin ez kaxezekê mor bikim. [1257 hirori_kur] Min xwe di wî de didît lewma bê hizirkirin û bê tirs ez pê re, bi dengekî pir nizim, di bin lêvan re peyivîm: [1258 hirori_kur] Tu dê îmza bikî? [1259 hirori_kur] Duhî, her weku dixwest bîne bîra xwe ka duhî çi kiribû, duhî min mor kir. [1260 hirori_kur] Çima te mor kir? [1261 hirori_kur] min jê pirsî. [1262 hirori_kur] Çi nemaye ku bi min re nekirî, dengê wî pirî xem bû, wan zanî ger ew min bikujin jî ez çi nabêjim, lewra duhî ez dirêjî ser mêzekê kirim. [1263 hirori_kur] Ronahiyeka geş xiste ser çavên min ku nikaribûm wana vebikim. [1264 hirori_kur] weku her roj şirînqeyek li zendikeka min da. [1265 hirori_kur] Xwe te ya rast bivêt, ez pir rehet dibim dema ew wan şirînqeyan li min didin. [1266 hirori_kur] Nizanim çi piştî wê şirînqeyê qewimî. [1267 hirori_kur] Ew bi xwe, ez, piştî wan şirînqeyan, pir kêfxweş dibim, şeper, çeng bi min ve çêdibin û ez di beheştekê de difirim. [1268 hirori_kur] Nizanim ka ew ji wan şirînqeyan e yan jî xewn in. [1269 hirori_kur] Lê min duhî dizanî tiştekê mîna qelemekî di destê min yê rastê de raheşandiye û kesekî du sê caran ew destê min yê giran li ser tiştekî wekî kaxezê livand. [1270 hirori_kur] Piştî hîngê min hind dît spêde ye û ez li vêderê, di nav girtiyan de me. [1271 hirori_kur] Ez carna dibêjim xwe dibe ku ew hemû xewin bin û carna jî dikeve serê min ku rastî be. [1272 hirori_kur] We rast bivêt wê saloxdana mam Ezîzî ez di nav xwe de pir tirsandim. [1273 hirori_kur] Min hêdî hiçkê wî yê destekê wî hilkişande silal, dibînim ku zendika wî pirî nîşanên weku kulan e û her weha zendika destê din jî. [1274 hirori_kur] Diyarbû ku wan pir caran narkotîk xistine laşê wî û narkomanek jê çêkirine bona ku bi wî awayî axiftinan jê çêbikin. [1275 hirori_kur] Piştî ku min guhdariya serpêhatiya mam Ezîzî kir û laş û zendikên wî dîtin, bo min ronî bû ku desthilatdarên girtîgehê her tiştekê bixwazin, bi serê girtiyan tînin û xwe ji çi nadine paş, ji ber ku destûr ji silal ji wan re hatiye dan. [1276 hirori_kur] Belê, ew cîhaneka taybetî ye û desthilatdarên girtîgehê û gotin û hezkirinên wan qanûn in û dînatî ye mirov li wir qala mafê mirovî û ji mirovî re hebûna advokatekî bike. [1277 hirori_kur] Li wê derê yek kes hakim e; ew bi xwe dadgirê giştî ye, polîs e, îşkencevan e, advokat e û hemû ye, ew jî desthilatdarên girtîgehê ne. [1278 hirori_kur] Ji min re xuya bû ku metodine din yên wan hene ku bikartînin; weku narkotîkê. [1279 hirori_kur] Bi terzekê zêdeyî taqeta mirovî bi şirînqeyan didin girtiyan. [1280 hirori_kur] Bi wî rengî girtiyan baş dişkênin û nizim dikin û bi narkotîkê ve girê didin. [1281 hirori_kur] Piştî ku ew baş girtiyan ji axiftinan dadiqutin, wan ji nav dibin. [1282 hirori_kur] Ezîzê Siloyî li ser destên wan û bi wan metodên cur bi cur yên wan pir lawaz û bêserûber bûbû. [1283 hirori_kur] Wî bê hezikirna xwe, bê viyan û îradeya xwe biryra nemana xwe mor kir. [1284 hirori_kur] Ez bawer nakim êdî çavên min derveyî vê derê bibînin. [1285 hirori_kur] Piştî ku wî ev gotî heyamekê ma bê deng û li min nerî, weku kesekê berî ku tiştekê xeter bike û hizra xwe tê de dike ka bike yan na û ka çawan pêngavan pavêje, hêdî û li ser xwe got: [1286 hirori_kur] »Guh bide min. [1287 hirori_kur] Ez dê ya rast ji te re bêjim« devê xwe baş anî bin guhê min. [1288 hirori_kur] »Ne min çek kiriye û ne jî firotiye. [1289 hirori_kur] Lê li dema ku şoreş şikestî û pêşmerge neçarbûn xwe bidin dest Iraqê, hîngê min û hevaline pêşmerge, biryar da ku çekên xwe nexin destên hukumetê. [1290 hirori_kur] Biryar ew bû ku em çekên xwe pêkve li devereka nepenî, nêzîkî sinûran biveşêrin. [1291 hirori_kur] Ew jî ji bo hindê heke hat û em bêgav man û neçarbûn ku di rojekê ji rojan de berevaniyê ji xwe bikin, em wî çekî bi kar bînin. [1292 hirori_kur] Xwe tu dizanî hîngê wê heşameta pêşmergeyan ew çiyayên çekî danîn ber destên leşkerê Iraqê û me ne dixwest em jî weha bikin. [1293 hirori_kur] Baweriya wan hevalan jî gelek bi min û birayê min dihat, lewma hemûyan çekên xwe danîn cem me, bona ku ez û birayê min wan li cihekê ne li ber çav biveşêrin. [1294 hirori_kur] Û ew bi xwe çûn Duhokê bo ku xwe bidin dest hukumetê. [1295 hirori_kur] Me jî ew çek di goristanekê de veşartin û paşî me jî weku piraniya pêşmergeyan berê xwe da ber bi jêr û hukumeta Iraqê, lê bê çek. [1296 hirori_kur] Piştî çend rojekan, her hê em li Duhokê, ez û birayê min hatin girtin. [1297 hirori_kur] Xuya bû yekî ji wan hevalan û bona ku xwe li ber hukumetê şirîn bike, îxbarî li ser me dabû. [1298 hirori_kur] Hindî birayê min bû, ji min biçûktir bû û ya ji hemûyan jî xerabtir ew bû ku wî êşa dilî hebû. [1299 hirori_kur] Dilê wî gelek diêşiya û carna bêhna wî pir teng dibû û pê dihate halê mirinê. [1300 hirori_kur] Wî xwe pir li ber îşkenceya wan negirt û her di vê zîndanê de û dema em şevekê ji qutanê vegerandîn ve vê derê, êşa dilî li ser zalbû û bêhin lê maliq bû. [1301 hirori_kur] Paşî bêhin bi yekcarî lê çik bû û êdî bêhna wî ne hat û ne çû û weha mir. [1302 hirori_kur] Pergala min jî ev e ya ku tu min tê de dibînî. [1303 hirori_kur] Guh bidê! [1304 hirori_kur] Min heta niha nihîniya xwe ji çi kesekî re aşkira ne kirye û min biryara xwe daye ku ez ji te re bêjim. [1305 hirori_kur] Tu kesê yekemîn û paşînî ku dê guh li vê nihîniyê bibe û ji xwe re bo rojeka pêwîst bihêle. [1306 hirori_kur] lê, şîreta min li te ew e ku ew çek bo çi xerabkarî û kuştinên navxwe neyên bikaranîn, ew çek bes bo berevanîkirinê ji xwe û welat û miletê me be li hember tadarî û destdirêjkariyên van mêtinkar û tuximperistan.« [1307 hirori_kur] Wî weha zû çîroka veşartina wan çekan ji min re vegêra, her weku ditirsiya di her navbeynekê de celbiyên wî bihên û wî bibin û paşî ew nihînî digel wî biçe û bin ax bibe. [1308 hirori_kur] Wî qala goristanekê kir ku dikeve navbera gundên Bazê û Kanîmezinê û Çemseyda li devera Berwarî Bala. [1309 hirori_kur] Got jî ku pênc gor li dormandorî mezintirîn darmaziyê hene û wan çek di wan pênc goran de şardiye.« [1310 hirori_kur] Li vê derê, Şêroyî nivîsandin qut kir û kete hizra wî çekî û aya ew çîroka mam Ezîzî jê re gotî rast e û eger rast be erê gelo hê ew dar maziya mezin ku nîşanek e bo biserhilbûnê bi ser wan goran de li cihê xwe ye û ne hatiye birîn. [1311 hirori_kur] Ya ku bala wî bêtir kişandî ser pirsa wî çekê veşartî saloxdanên şevê bûn yên ku wan karwançiyan yên ku ji nav Berwarî Bala dihatin, vegêrayîn. [1312 hirori_kur] Wan axiftinan ew xiste di teq û leqê de. [1313 hirori_kur] Wan digot ku leşker û emn û muxaberat û polîsên Iraqê bi dilê xwe ketine deverê û wan xelik pir perîşan kiriye. [1314 hirori_kur] weku kurd dibêjin ’’pişîk li mal nîne, navê mişkî şahîn e.’’ [1315 hirori_kur] Wan digot ku leşkerê hukumetê bi berdewamî gundan radike û şûnwarên wan jî nahêle, wan bi yekcarî û bi hemû ve jinav dibe. [1316 hirori_kur] Digotin ku wan li ber e Kurdistanê ji kurdan û kêmneteweyên din vala bikin û ereban li şûna wan nîştecê bikin. [1317 hirori_kur] Digotin li her gundekî hêj nerakirî, hukumetê li gor dilê xwe, kefxuyek ’’muxtarek’’ xistiye ser difna gundiyan û divêt ew kwîxwe her roj spêdeyê zû biçe ’’nahiyê’’ û hûr û girên li gundî qewimîne bigehîne guhên desthilatdarên hukumetê li wê derê. [1318 hirori_kur] Digotin xinizî li hemû cih û qujbin û qulaçên welatî, çi ji tirsê û ji bo parastina xwe û çi ji pêxemetî pere û mezintiyê pir mişe bûye. [1319 hirori_kur] Ji aliyekî ve pêşmerge nemane û ji aliyê din ve xelik bê pişt û bê hêvî maye. [1320 hirori_kur] Hukumetê jî ew nebûna pêşmergeyan bi delîveyekê pir baş, ji xwe re û ji bo bicihanîna pilanên xwe dît û nexwest bi hêsanê ew derfet ji dest wê biçe. [1321 hirori_kur] Bizava wê ya herî mezin ew bû cihê pêyên xwe di Kurdistanê de baş çê bike, xweş bike û bi hêz bixe. [1322 hirori_kur] Ji bilî Şêroyî, sê xurtên din jî, ji başûrê Kurdistanê li wê zomê bûn. [1323 hirori_kur] Ew, pey şikestina şoreşa Eylûlê hatibûn wî aliyê welatî. [1324 hirori_kur] Yek ji wan Segvan Mizûrî bû. [1325 hirori_kur] Segvan, pêşmergeyekê mêrxas bû. [1326 hirori_kur] Wî piştî setimîna serhildana çekdar xwe neda dest hukumeta Iraqê. [1327 hirori_kur] Wî xwe di çiyayan de asê kir û wan dawiyan berêveyî wî aliyî bûbû û li wê zoma Şêro lê rûdinişt dima. [1328 hirori_kur] Ew bi xwe mirovekê pir livok û civok bû û hewyana wî bê xebat û lebat nedihat. [1329 hirori_kur] Gencê duwemîn, Bêwar Berwarî bû. [1330 hirori_kur] Ew, di serkirdayetiya şoreşa Eylûlê de pêşmergeyekê ber bi çav bû. [1331 hirori_kur] Ew jî, piştî nemana raperînê, ket pey serkêşiyê û berê pêyên xwe da Îranê. [1332 hirori_kur] Lê, li wê derê, Savak û ordîgeh û perîşanbûneka din li benda wan bûn. [1333 hirori_kur] Û ew, ji zordariya desthilatdarên Iraqê nereviya bû bona ku biçe bin barê zordariya Îranê, lewma jî nikaribû serî li ber daplosînerên nû biçemîne û hê du hefteyên wî li wir derbas nebûyîn, sinûr qetandin û vegeriya başûrê Kurdisatanê. [1334 hirori_kur] Car bo car û ji bo bêhinvedanê diçû wan zozan û gundên bakûrê Kurdistanê. [1335 hirori_kur] Xurtê sêyem, Dildar Gulî bû. [1336 hirori_kur] Babê Dildarî pêşmerge bû. [1337 hirori_kur] Ew di şerê 1974-ê de, di eniya şerî de, di bersîngirtina êrişa hêzên çekdarên Îreaqê bo ser Kurdistanê de, hate kuştin. [1338 hirori_kur] Bombeyeka balafirên Iraqê kete nêzîkî wî û ew jî kete ber teqîna wê. [1339 hirori_kur] Dildarî pir hez ji babê xwe dikir û babê wî jî bes ew kurê xwe bi tenê hebû û wî hindî dinyayekê hez jê dikir. [1340 hirori_kur] Dildarî li ser gorê babê xwe sûnd xwaribû ku çi cara xwe nede bin sîbera kujekên babê xwe û hindî jê bihêt, ji bo nehiştina rejîma Seddamê kurdkuj xebatê bike. [1341 hirori_kur] Her çend e kurdine din jî ji başûrê welatî li wir bûn, lê danûstandinên Şêroyî bêtir bi wan hersê kesan re hebûn. [1342 hirori_kur] Lewma Şêroyî xwest wê dîtina ku li cem wî çêbûyî bi wan re munaqeşe bike. [1343 hirori_kur] Dîtina wî jî ew bû; li dijî dijminekê sersext û dijwar û li dijî sitem û zordariya wî dijminî, pêwîstî bi berxwedanê heye. [1344 hirori_kur] Berxwedan jî di rewşa îroyîn de bi awayekê xuya di bajaran de nayê kirin û ew jî ji ber dirundetiya hukumdarî ya bê qam û bê sinûr. [1345 hirori_kur] Û ji ber wan sedeman, wî nûkirina berxwedana çekdar, ji bo rêgirtinê li ber zordarî û zordariya wî, bi tiştê herî giring, bi kêmanî di wê qonaxê de, didît. [1346 hirori_kur] Şêroyî ew lênerîn û baweriya xwe ji wan hevalan re diyar kir. [1347 hirori_kur] Piştî bihîstina wan hevalan bo raya Şêroyî, Dildarî ev pirsyar jê kir: [1348 hirori_kur] Tu dibêjî em bikaribin tiştekî bikin? [1349 hirori_kur] Ew Barzaniyê mezin, bi wê hemû kenkene û zîrekî û hêz û şiyan û şehrezahiya xwe neşiya vê hukumetê jinav bibe, evca tu bawer dikî ku em, ev çar kese bikaribin dest bi serhildaneka nû ya çekdar bikin? [1350 hirori_kur] Xwe, dê her yek yan çend kes dest pê bikin, û çima em ew kes nebin? [1351 hirori_kur] Şêroyî bi zimanê kesekê pir bawerî bi xwe heyî bersiv da. [1352 hirori_kur] Mebesta min jî ne kêmkrine ji buhadariya Barzanî, nexêr, hindî ji dest wî hatî, wî li gor zanîn û pêçêbûnên xwe xizmeta miletê xwe û serxwebûna wî kiriye û ew di dîroka me de dê bi qomandarekê neteweyî û millî hête navlêkirin. [1353 hirori_kur] Bes digel vê jî, divêt em jibîr nekin ku yê giring di pirsê de milet e û kesên weha weku Barzanî bê miletên xwe peyda nabin. [1354 hirori_kur] Milet e, Barzanî û serok û rêberên mîna wî tîne pêş yan nizim dike. [1355 hirori_kur] Milet jî namirin û hindî koletî û zordarî û dagîrkirin di welatê me de hebe dê berxwedan û raperîn û şoreş jî hebin. [1356 hirori_kur] Şêro, birawo! [1357 hirori_kur] Ez di zimanê fermesonan nagehim, evca ya di dilê xwe de bi zimanê me gundiyan bêje, Bawerî bi serxurandinê re ev got. [1358 hirori_kur] Hûn, min çewt fêm nekin. [1359 hirori_kur] Min ne li ber e, em çi partiyan çê bikin û daxwaza min ew nîne ku rojekê ji rojan bibime serkêş û mezinek, Şêroyî armanca xwe şirove kir. [1360 hirori_kur] Mebesta min ew e em tiştekê weha bikin ku hukumet pê bitirse û bizanibe ku ev kiryarên wê dê bibin egera şoreşeka din û belkî bi wî awayî em bikaribin tuxîban ji zordariya wê re dabinin. [1361 hirori_kur] Her wisa belkî xwefiroş û xinizkar bitirsin û dev ji wan karên xwe yên çepel berbidin. [1362 hirori_kur] Û ji wan re xuya bibe ku kiryarên ji wî rengî bê sizaya miletî derbas nabin. [1363 hirori_kur] Ew çi pêşmergetî ye em dê bê çek bikin? [1364 hirori_kur] careka din Bêwarî gumana xwe bi ziman xist. [1365 hirori_kur] Em, di dsetpêkê de, dê bi çeqokekê biçin telba serbazekî û dê tivenga wî ji xwe re hilgirin, Segvanî li batî Şêroyî bersiv da. [1366 hirori_kur] Paşî em dê bi wê tivengê û çeqokine din serbazine din jî ji çek bikin û tivengên wan ji xwe re rabikin û weha leşkerê pêşmergeyan çê dibe û ew bi çek dikevin. [1367 hirori_kur] Ya çekî, eger rast be û çi kesek berî me bi ser nehilbûye, ez dikarim bibêjim ku me têra xwe û bêtir jî heye, Şêroyî ev nihînî havêt ber guhên wan. [1368 hirori_kur] Wê nûçeya Şêroyî, ya ku ji nişkan ve bi ber guhên wan keftî, ew mendehoş kirin û dev li wan beş kirin û bi hêbetbûn wan ve li hevudu nihêrî. [1369 hirori_kur] Şêroyî çîroka çekê di goristanê de vaşartî û Ezîzê Siloyî ji wan re vegêra. [1370 hirori_kur] Ji wan re bû mereqeka mezin ku rastiya wî çekî bizanin. [1371 hirori_kur] Wan her çwaran, her wê rojê bi şev, du tevir û du mer bi dest xwe xistin û ber bi başûrê welatî, ber bi wê goristana çek tê de veşartî da rê. [1372 hirori_kur] Katjimêr, dema gehiştîn bo nav goristanê, nêzîkî dwanzdeyî nîvro bûbû. [1373 hirori_kur] Ew, di goristanê de, li wan pênc goran geriyan. [1374 hirori_kur] Piştî bîstekê Dildar bi ser darekê hilbû ku di nîva goristanê de bû û bi pênc goran dormandor kirîbû. [1375 hirori_kur] Ew rawestiya û piştî ku ji hejmartina gorên li rex û rûyên wê darê piştrastbûyî ku pênc in, wî bangî hevalên xwe kir û got: [1376 hirori_kur] Heke ew çîrok rast be, ez dibêjim eve ew dar û ew gor, lê ya çekî qet nakeve serê min ku tê de be. [1377 hirori_kur] Her di wê gavê de, her sê biraderên din jî li cem wî amadebûn û Şêroyî tevrê di destê xwe de bilnd kir û got: [1378 hirori_kur] Ma ev tevir û ev mer bo çi ne? [1379 hirori_kur] Nê ew bo hindê ne ku em pê bizanin ka rast, di zikê van goran de çek heye yan na, û wî digel timamkirina axiftina xwe, tevrê xwe daweşande gorekî û dest bi kolanê kir. [1380 hirori_kur] Ez bi xwe na kolim, Bêwarî biryara xwe xiste ber havalan. [1381 hirori_kur] Pa heke derkeft direw û li şûna çekî û tivengan hestiyên miriyan ketin ber devên tevir û merên me? [1382 hirori_kur] Hîngê, em dê axê radin ve ser qebran û ji bona ku em tivengan bi dest xwe bixin dê dest bi metoda min bikin, weha Segvanî rê li ber gumanên Bêwarî girt. [1383 hirori_kur] Niha, werin da em dest bidin kolanê û bizanibin ka çend rastî di serpêhatiya Ezîzê Siloyî de ye. [1384 hirori_kur] Lê divê haya me ji me hebe û kesek ji van gundan bi ser me hil nebe, heke dê fermana me rakin û dê pilana me jî ji bin biçe, Şêroyî xwest ku hevalan ageh ji xwe hebe. [1385 hirori_kur] Lewma ez dibêjim ya çêtir ew e kesek ji me li hindav rêkê be û me li ser hatina her kesekî agadar bike û ez dibêjim bila Bêwar bi wî karî rabibe, xwe ew her gora na hilkole. [1386 hirori_kur] Hosa wan dest bi hilkolandina goran kir. [1387 hirori_kur] Di destpêkê de axa req kete ber tevrên wan û paşî ya piloxe. [1388 hirori_kur] Piştî çend deqîqeyekan Segvanî bi sersorman ve kir gazî: [1389 hirori_kur] Kuro! [1390 hirori_kur] her weçku tiştekê req di vî gorî de ye! [1391 hirori_kur] Bêguman di her gorekî de tiştek heye, Dildarî got. [1392 hirori_kur] Pa hestiyên miriyan li kîderê ne, eger ne di goran de bin? [1393 hirori_kur] Hersê keftin ber ji axê kişandina wî tiştê ku destpêkirî xuya dibe. [1394 hirori_kur] Naylonekê stûr hate nav destên wan, lê neşiyan wî bi hemû ve û bi hêsanî ji gorî derbixin. [1395 hirori_kur] Wan gor pîçeka din jî hilkoland û ax ji ser veda û wan hersiyan, bi hemû hêza xwe, ew naylon kişand û anî derê. [1396 hirori_kur] Tiştine sengîn tê de bûn, vedikin, dibînin ku çek di hundurî de ne. [1397 hirori_kur] Klaşînkof baş bi naylonî hatibûn werpêçan, bona ku ter û jengî nebin. [1398 hirori_kur] Wan ji çavên xwe bawer nekir. [1399 hirori_kur] Mereqa wan kete ser gorên din ka çi texlîta çekî tê de ye. [1400 hirori_kur] Bi lez û bez û her wesa herçiwar gorên din jî hilkolan û çekên di wan de jî danîn ber xwe. [1401 hirori_kur] Heft tivengên klaşînkof û tijî wê derê sacor û gulleyên wan û du arpîçî û çend gulleyên wan di wan pênc goran de bûn. [1402 hirori_kur] Şêroyî bangî Bêwarî kir û wan bi hev re biryara xwe da ku hemû çekî bi xwe re bibin û hêj nebûye spêde xwe bigehênin ser sinûran digel bakurê welatî. [1403 hirori_kur] Û li wê derê û piştî ku baş bêhna xwe vedidin, li ser pilana kar û xebata xwe ya paşerojê rabiwestin. [1404 hirori_kur] Ew nêzîkî tuxîban bûbûn dema tîrêja tava berê spêdeyê taryatiya şevê dişikand û bera wê dida û germatiya xwe dida çiya û zozanan. [1405 hirori_kur] Şêroyî çaydankê çayê tijî av kir, kuçkek çêkir û agir tê de hilkir û çaydankê xwe danî ser. [1406 hirori_kur] Hersê hevalên din jî raketin û xwe berdan nav xewê. [1407 hirori_kur] Şêroyî hinek ji tovê çayê berda nav wê ava di çaydankî de dikeliya û çaydank deyna rexekî, nêzêkî pelên sor bona ku ça bi dilê xwe dem bigire. [1408 hirori_kur] Çendek pêve çû, ça çêbû, Şêroyî kopikê xwe ji çantikî anî derê û ji xwe re çayek têkir û dest pê kir bi germî vexwar, bi armanca belkî pê bikaribe xewê ji çavên xwe vebirevîne. [1409 hirori_kur] Segvan, di wan gavan de hişyarbû. [1410 hirori_kur] Wî serê xwe rakir û gote Şêroyî: [1411 hirori_kur] Pismam, manê me li bere em pêşmergetiyê bikin û heke pêşmergetiya rast be niha nobeya te bi dawî hat û ger gera min e. [1412 hirori_kur] Te ya rast bivêt, xew wenake mijulankên çavên min jêk vebibin, Şêroyî diyar kir ku dixwaze binive. [1413 hirori_kur] Divêt em bi roj têr binivin bona ku em bikaribin bi şev têr bilivin û di bizavê de bin. [1414 hirori_kur] Şêro jî bi rex hevalên raketî raza û xwe da dest xewê û xweşî û hînkatiya wê zozanê. [1415 hirori_kur] Wan ji xwe re cihekê veder ji rê û nepenî , cihekê bilind ku çi kesek zû û bi hêsanî bi ser wan hilnebe, hilbijartibû. [1416 hirori_kur] Lê digel hindê jî, bi nobet, yek li pey yekî zêrevanî û çavdêrî li hevalên nivistî û dewr û berên xwe dikir. [1417 hirori_kur] Bûbû piştî nîvro dema Bêwarî hemû ji xew rakirin û gazîkirin bo ser têştxwarinê. [1418 hirori_kur] Şêroyî şekir xiste nav çaya xwe û di ber têkvedana çayê re got: [1419 hirori_kur] Birano! [1420 hirori_kur] Niha me çekê xwe heye û em dikarin pê bizavine wilo bikin, pê ji hukumetê re biselmînin ku eger şoreşê şikestin xwaribe, milet heye û namire û weha berxwedan berdewam e. [1421 hirori_kur] Divêt em vê hukumetê têbigehînin ku hindî milet di bin bindestî û zordariyê de be dê pêşmerge û şoreş û serhildan jî her hebin. [1422 hirori_kur] Divêt em tiştine weha bikin ku mirovê kurd pê biveciniqe û êdî hizrê neke ku ev dawiya kurda ye û herweha bibe egera ku ew dev ji koşa dagîrker û cehişkatiyê berdin. [1423 hirori_kur] Bes tiştê herî giring ew e em çi tiştê weha nekin, zerera xelkê me jê çê bibe û em tadariyê li çi kesekî jî nekin. [1424 hirori_kur] Kurt û kurmanc em weha bikin ku ew zordarî û tadarî û destdirêjkariya li miletê me tê kirin nemîne û neyê kirin. [1425 hirori_kur] Lê, ma dê em çiwar kes bi tenê çi bikin? [1426 hirori_kur] Bêwarî axiftin lê birî û pirsyara xwe xiste ber hevalan. [1427 hirori_kur] Dê baweriya kê bi çwar pêşmergeyan hêt? [1428 hirori_kur] Dibêjin dê partî dest bi şoreşê bike ve, heke wesa be, hema da em xwe lê bigirin û bi wan re dest pê bikin. [1429 hirori_kur] Bêwar, heke dê ji destpêkê ho yê sar û bê bawerî bi xwe û xelkê xwe bî ya çêtir ew e tu biçî rûnî ber tenişta hurmetekê û ji xwe re zarokan çê bikî, Segvanî bi dengekê dijwar bersiva wî da. [1430 hirori_kur] Ma kî digel te axiftiye? [1431 hirori_kur] Bêwar ji wî çeşnê bersivdanê torebû û çavên xwe li Segvanî girê kirin. [1432 hirori_kur] Paşî ma tu axînkan bo himbêzên xweşên jinekê ranahêlî, yan tu ji esmanan hatiye xwarê? [1433 hirori_kur] Belkî jî tu bê ew tişt bî! [1434 hirori_kur] Hey mala we doşav tê bizêt, ma eve çaxê hevrikanê û cirenîxa ye! [1435 hirori_kur] Şêroyî zû axiftina xwe avêt û rê li ber berdevdana Segvanî girt û xwest dawiyê bi wê cirreyê bîne. [1436 hirori_kur] Hevalên hêja! [1437 hirori_kur] Min nevêt xwe bi serê ti kesekî de bikim zana û şehreza, lê ez dixwazim tiştekî bêjim; eger em dê bi hevudu re kar bikin, divêt em dilên xwe ji yek û du re vebikin û rêzdariya me bo lênerîn û dîtinên me yên cuda cuda hebe, hemû ji bona ku em di karê xwe yê hevbeş de serkeftî bin. [1438 hirori_kur] Birayê Bêwar, ya partiyê ku dê dest bi şoreşê bike heta niha haya min jê nîne û eger hat û bû rastî hîngê her kesek yê bi dilê xwe ye û her ji destpêkê min gotibû ku mebesta min ji vî karî ne ew e em partiyekê dabinin. [1439 hirori_kur] Çunkî hindî ez im , ez di xwe de, wê şiyan û zanîna birêvebirina partiyekê û şoreşekê nabînim. [1440 hirori_kur] Pismam! [1441 hirori_kur] em qala nuke dikin û ka subehî kî tê qadê û ka kî ji me diçe digel û kî naçe, ew pirseka girêdayî her kesekî ji me bi serê xwe ye. [1442 hirori_kur] Segvanî rast got, ku divêt berî her tiştî mirovî bawerî bi xwe û bi miletê xwe hebe. [1443 hirori_kur] Her weha Bêwar, te jî rast got, ku çi leşker ji çiwar kesan bi tena serê xwe pêknayên. [1444 hirori_kur] Lê rê heye ku kesine din jî bigehin me, her çend e nebaş e hejmara me boş bibe, ji ber ku şerê me dê yê partîzaniyê be, ne şerê berok û eniyan be. [1445 hirori_kur] Armanca me ew e em dirbên xwe bi dizîkî ve li dagîrker û zordaran biweşînin û xwe ji ber çavên wan wunda bikin û bi hîç rengekî -kêm tişt di qonaxa niha de- em nebin xwedî bingehên destnîşankirî û akincî. [1446 hirori_kur] Bawer bikin gelî hevalan, ez, di nava xwe de, xwe bi sextirîn dijminê çek û cebilxane û şer û kuştinan dibînim û hêvîdar im ku pêwîstiya me bi çi kuştinkariyan nebe, lê ez hindî hizra xwe dikim ku çareyeka din ji rewşa me re peyda bikim, ez nikarim û ev çare bi tenê di ser û mejiyê min de heye. [1447 hirori_kur] Ma da çi ji hindê çêtir be ku pirsa miletê me bê şer û xwîn hatiba çareserkirin, lê Xudê mala bêbext û dilpîsan bişewitîne ku em tûşî rêyeka weha kirine. [1448 hirori_kur] Şêroyî lê nihêrî ku Bêwar bê deng û mit bûye, mîna kesekê li gotina xwe peşîman, evca wî dest pê kir pilana bizavên xwe bo şeva dihêt berçavî hevalan kir û gêngaşe li ser çêbû. [1449 hirori_kur] Pêşniyar û dîtinên cuda yên her yekî ji wan hebûn û di dûmahiyê de biryar hate standin ku Şêro bibe rêberê wan. [1450 hirori_kur] Şêroyî xwest xwe ji rêbertiyê bide paş û hevalekê din bi wî karî rabibe, lê hersêyên din ji gotina xwe nehatin xwarê û weha Şêro bû berpirsyarê grupê. [1451 hirori_kur] Weku şeva bihurî, lê wê carê çek bi milan ve, ew ketin nav devera Berwarî Bala û çûn gundê (B). [1452 hirori_kur] Berî ku ew biçin bo nav gundî Şêroyî gote hevalan: [1453 hirori_kur] Hûn çi neaxivin, dê ez bi tenê axivim. [1454 hirori_kur] Dema hûn bangî hevudu dikin, peyva heval bikarbînin. [1455 hirori_kur] Eger kesekî ji we rexneyek li ser hevalekê xwe hebe, di nav xelkî de wê rexneyê nekin û bihêlin bo piştî derketina me ji gundî. [1456 hirori_kur] Eger hûn neçarbûn ku bi kesekî re biaxivin, bila zimanê we ji gundiyan re zimanê rêzdarî û hurmetgirtinê be. [1457 hirori_kur] Çaxê ew ketine nav gundî, gundî têkhatin û têkçûn û bû pis pisa wan û got gotik weku biruskê di nav gundî de geriyan: [1458 hirori_kur] Kuro! [1459 hirori_kur] eve pêşmerge ne, pêşmerge hatin ve. [1460 hirori_kur] Diyar e şoreşê dest pê kir ve. [1461 hirori_kur] Hema weku caran nebe û karesateka din li pey nebe, baş e. [1462 hirori_kur] Her weçku ew ber bi mala kwîxweyî ve diçin. [1463 hirori_kur] Erê gelo ma kî nabêje ew ne sîxurên hukumeta Iraqê ne û bi kinc û cilên pêşmergeyan hatine gundan. [1464 hirori_kur] Ew jî dibe. [1465 hirori_kur] Dibe ku ew bi vî rengî dixwazin xelkê ku li dijî wan be, nas bikin. [1466 hirori_kur] Hey pa xişîm in, ma hukumet nizane ku em van çel û çiyayên xwe nadin bi Bexda û taca wan. [1467 hirori_kur] Pêşmerge ji ku ve, ew roj çû nahête ve û Barzanî yek bû, çû û ranabite ve [1468 hirori_kur] Babo ez bi Xwedê kim eve pêşmerge ne. [1469 hirori_kur] Hema ji navçav û rêveçûn û karê wan xuya ye. [1470 hirori_kur] Deriyê mala kwîxweyî hate qutan. [1471 hirori_kur] Kurê kwîxweyî dergeh vekir, dema çavên wî bi çavên pêşmergeyan keftin, ew di cih de ma neliv û çirrîseyê xwe li serê wî da û nezanî çi bike, lerizî û bê ku peyvek bi tenê jî ji devê wî derbikeve, ew bi bez vegeriya bo hundurê xanî. [1472 hirori_kur] Dêm lê zerspîtale bûbû û bêhin lê kurt bûbû û bi ezmanekê tirtirî gote babê xwe: [1473 hirori_kur] Bab....bab, pêş...pêşmerge li ber derê mala me ne. [1474 hirori_kur] Çi ?! [1475 hirori_kur] Eve tu çi dibêjî, babê bi sexerkbirin ve bersiva kurê xwe da û pit pitek bi dengekê bilind ji ber lêvên wî derdikeft. [1476 hirori_kur] Diyar e ev kurê min dînbûye. [1477 hirori_kur] Ma tovê pêşmergeyan jî ma ye? [1478 hirori_kur] Ma kesek diwêre bibe pêşmerge û li van deran serê xwe diyar bike? [1479 hirori_kur] Ma her kesekê kincên kurdî li ber bin pêşmerge ye? [1480 hirori_kur] Ev kure dê... [1481 hirori_kur] Dema kwîxweyî der vekirî, gotin di gewriya wî de xendiqî û çav lê boq bûn. [1482 hirori_kur] Şêro, ku li ber derî bû, haya wî ji wê axiftina kwîxweyî hebû, wî digel dervekirinê gote kwîxweyî: [1483 hirori_kur] Belê kwîxwe, em pêşmerge nin û ha tu bi çavên serê xwe dibînî û em bisteh dikin bêne vê derê û em dê subehî xwe li Bexdayê jî bidin. [1484 hirori_kur] Guhên xwe baş veke, em bi lez in, me hevalên xwe li danga gundî hiştine û me ji vî gundî xwarin têra şîv û têşta xwe divêt. [1485 hirori_kur] Belê...belê ezbenî, bi dengekê tirs tê de xuya kwîxweyî got. [1486 hirori_kur] De bila pêşmerge kerem bikin û bêne gundî, da ku ez wan li ser malan belav bikim. [1487 hirori_kur] Yek em bi lez in, Şêroyî bi zimanekê pir xweş û bawerî bi xwe heyî welama wî da. [1488 hirori_kur] Du, em 150 kes in û fermanên me ew in ku em bi hejmarên mezin nekevin nav gundan, evca lezê bike û xwarineka sivik, ya serpê ji me re ber dest bike. [1489 hirori_kur] Ji kwîxweyî re, dîtina pêşmergeyan û ho ji nişkan ve û bihîstina wê hejmara mezin ya wan, weku aveka pir sar bû ku di zivistaneka qerimî de bi ser serê wî de rijiya. [1490 hirori_kur] Pêşmerge li ber derî hiştin û çû hundurê xanî û zû bi kurê xwe re zivirî û telêsekê sipî û mezin yê şûna şekirê di dest kurê wî de û herdu ketine nava gundî, ji malekê bo ya din, ji pêşmergeyan re nan û xwarin da hev. [1491 hirori_kur] Kwîxweyî digel xwe digot: [1492 hirori_kur] Ne herê, careka din pêşmerge peydabûn ve û ew dê nanê min qut bikin.Ya çêtir ew e û hê ez li çi belaya nedayîm, ez dev ji kwîxwetiyê berbidim. [1493 hirori_kur] Bes hema vê carê çi li min nekin... [1494 hirori_kur] Kwîxwe û kurê xwe piştî nîv seetê hatine ve û telîsê wan bi lêvan re tijî xwarinên cur bi cur yên hişk bû û wan ew telîs da dest Şêroyî. [1495 hirori_kur] Segvanî û Dildarî dest dan telîsî, ji Şêroyî wergirt û bi hev re xatra xwe ji kwîxweyî û ji gundiyên li nêzîk xirvebûyîn xwest û da rê. [1496 hirori_kur] Çend pêngavekan çûn, Şêro li pişt xwe zivirî û berê xwe da kwîxweyê ku hêj li ber derê mala xwe rawestayî bû û gotê: [1497 hirori_kur] Kwîxwe, çavê te li gundiyan be û xizmeta wan bi başî bike û pişta wan bigire. [1498 hirori_kur] Em dê yekudu bibînin ve. [1499 hirori_kur] Piştî ku ew ji gundî derkeftin, Segvanî pirsyar ji Şêroyî kir: [1500 hirori_kur] Ew çi sed û pêncih pêşmerge nin û ev hemû xwarine bo kê ye? [1501 hirori_kur] Manê eve ye karê me yê îşev, Şêroyî bi bişkurîn li hersê hevalan nihêrî û bersiva xwe bi kurtî da. [1502 hirori_kur] Ez tênagehim ka te bo çi em çiwar kirin 150 û te ev hemû xwarine ji gundiya stand? [1503 hirori_kur] Bêwarî bi bêhin tengî pirsyar havête ber Şêroyî. [1504 hirori_kur] Her roj spêdeyê kwîxweyên hemû gundan diçin nahiyê û ew her çi tiştê, çi hûr û çi gir be, ku di gundî de biqewime digehînin dam û dezgehên hukumetê. [1505 hirori_kur] Çiwar pêşmerge bi tenê hukumetê natirsînin û nahejînin. [1506 hirori_kur] Lê nûçeya hebûna 150 pêşmergeyan di deverê de, dê plan û nexşeyên hukumetê tevlihev bike û têk û pêk bide. [1507 hirori_kur] Ya nanî jî, bona ku hemû gund pê bizanibe û kwîxwe û hukumet pê bawer bikin ku 150 pêşmerge hatine vî gundî. [1508 hirori_kur] Niha rawestin da her yek ji me têra xwe nanî û xwarinê dake çantika xwe û ya dimîne jî dê em di rêya xwe de berdin nav rûbarî, bila masî jî bi xêra wê derewê têr bixwin. [1509 hirori_kur] Divêt îşev şeper bi me ve bin û em vê bi serê çend kwîxweyekên dî jî bînin. [1510 hirori_kur] Em dê niha xwe gehînin gundekî li devera Zaxo û paşî em dê hêneve gundekê vê deverê û em dê bi vî awayî serên rêya li ber hukumetê berze bikin û wesa nikare rastiyê ji derewê vavêr bike. [1511 hirori_kur] Xwe, subehî ne dûr e û dê em zanin ka çawa me bi kiryareka weha hukumet anîye îşte îştê û dê em sube bi çavên xwe helîkopter û semtiyên wan bînin ka dê çawa heta êvareka dereng bi ser deverê de hên û çin. [1512 hirori_kur] Ji gotina te diyar e ku em subehî dê li van deran bin! [1513 hirori_kur] Segvanî bi vê gotina xwe axiftin li Şêroyî birî. [1514 hirori_kur] Çima na, em dikarin xwe di kiloxekê çiyayekê asê de mit bikin û temaşayî rewşê bikin ka dê çibe û dê çawa be, Şêro ji van axiftinên xwe bi bawer bû, te digot qey wî deh pazde salan pêşmergetî kiriye. [1515 hirori_kur] Lê ez dibêjim ya çêtir ew e em subehî li cihekî bin ku ji vê derê dûr be, bona ku em çend tevgerekan lê bikin. [1516 hirori_kur] Baş e, hûn bo çiyayê Gareyî çi dibêjin bona ku em subehî digel berbangê xwe bigehîninê û roja xwe ya sube tê de derbas bikin? [1517 hirori_kur] Bêwarî ev pêşniyaz xiste ber hevalan. [1518 hirori_kur] Gelek baş e û çi cih ji wê derê çêtir nînin û em dikarin duzbe ji wê derê biçin bo nav Nêrweyan, Şêroyî got. [1519 hirori_kur] Hosa û piştî ku her di eynî şevê de ew çûne du gundan, yekî li devera Zaxo û yê din li devera Berwarî Bala, wan digel elindê xwe gihande Gareyî. [1520 hirori_kur] Wê spêdeya ew gehiştine Gareyî, kwîxweyên wan gundên ku ew bi şev lê bûbûn mêvan ber bi nahiyê çûn. [1521 hirori_kur] Her kwîxweyekî bûyer bi awayekî berçavî berpirsyarên hukumetê kir: [1522 hirori_kur] 150 pêşmerge bûn û çekekê baş di dest wan de bû. [1523 hirori_kur] 210 pêşmerge bûn. [1524 hirori_kur] Heta me xwarin jî da wan. [1525 hirori_kur] Ez dibêjim ber bi devera Duhokê diçûn û wan digot ku pêşmergeyan dest pê kiriye ve. [1526 hirori_kur] 45 pêşmerge bûn û wan digot li her deverekê çend sed pêşmerge hene. [1527 hirori_kur] Ne bes klaşînkof pê re bûn, lê arpîçî û dûrbîn û tiştine din jî. [1528 hirori_kur] Wan deng û basên hungurê spêdeyê hukumet anî îşte îştê û şilqek pêxist. [1529 hirori_kur] Danûstandin bi Bexdayê re hatine kirin û Bexda xeyidî û gef li berpirsyarên hukumetê li deverê kirin, eger ew bi zûtirîn wext wan pêşmergeyan jinav nebin û wê »pîlana împeryalîzma cîhanî û siyonîzmê bo ser elweten el’erebî têknedin’’. [1530 hirori_kur] Ji tirsa Bexdayê desthilatdarên lokal ferman dan û helîkopter û semtiyan ji nişkann ve esmanê devera Berwarî Bala û Zaxo dagîr kir û heta êvareka dereng ew li pey wan pêşmergeyan geriyan û çi pêşmerge bi dest wan nekeftin. [1531 hirori_kur] Roja din gera Gareyî û ya paştir li devera Nêrweyan û di hemû rojan de, êvarê leşkerê hukumetê tirsiyayî, mandîbûyê û weku dibêjin dest ji pêyan dirêjtir vedigeriya ve bo bingehên xwe û serbazan digotine hevudu »lo ev pêşmerge mîna ercina nin, mirov nikare wana bi çavên xwe bibîne û ew li hemû cih û deran in« [1532 hirori_kur] Li gor gotinên kwîxweyan, Bexda ji karê efser û berpirsyarên deverê ne razî bû, lewma jî wê her zû gelek ji wana guhertin û ji yên nû xwest ku ew bi lez û bez pêşmergeyan û navê pêşmergetiyê bi yekcarî binbir bikin û heke weha nekin dê çarenivîsa wan jî weku ya yên berî wan be. [1533 hirori_kur] Karê her çwar hevalan di mehekê de bû ew û wê tevgera wan kartêkirina xwe hebû. [1534 hirori_kur] Rûniştivanên deverê bawer kir ku pêşmerge hatine ve û yê xwe bi ser û ber dikin û dê di wan nêzîkan de dest bidin dirbweşandinê li bingehên hukumetê û leşkerê Iraqê li deverê, dê dersan bidin dûvelankên hukumetê û caş û xinizkaran. [1535 hirori_kur] Hukumet jî weke kunemêşa zilkêtkên azirî, di nav xwe de dihat û diçû, dixwest bizanibe ka ew pêşmerge kî ne, ser bi çi partî ne û xwe li kûderê vedişêrin, lê nikaribû rastiya wan bizanibe. [1536 hirori_kur] Di wan hatin û çûnên wan de gihaşte guhên wan ku çeperê serbazên Iraqê li Serê Hemê li devera Berwarî Bala, bûye astengek di rêka rêving û karwançî û xwecihên deverê de. [1537 hirori_kur] Ta şivan jî ji gullebarankirin û tadakariyên wan rizgar nabin û xelkê sivîlê wê derê ji ber wan serbazan çi rehetiyek nîne. [1538 hirori_kur] Evca her çwar hevalan biryar da çareyekê li wî çeperî bikin; kêm tişt weha bikin ku serbaz bitirsin û êdî bisteh nekin xwe taloqetî xelkê deverê û hatin û çûnên wan bikin. [1539 hirori_kur] Wan xwest zanyariyan li ser wî çeperî bistînin û xelkê gundên nêzîkî wî çeperî, di wî warî de, ji wan re pir arîkar bûn û hêviya wan ew bû ku ew pêşmerge çareyekê li wî çeperî bikin û bela wan serbazan jê vebikin. [1540 hirori_kur] Li gor wan zanyariyan, goya 30 serbaz di çeperî de ne û bijlî tiveng û narincokan doşkeka wan jî heye. [1541 hirori_kur] Berî çend rojekan wan serbazan bêrî gullebaran kirin. [1542 hirori_kur] Xecoka Ahmedê Qumrî û zarokê wê yê yeksalî ku di parzînê wê de, li pişta wê bû, bûn armanca wan gulleyan û derhal hatine kuştin. [1543 hirori_kur] Ewê bûyerê xwecihên wan gundan û bi taybetî ew her çwar heval gelek bi xemxistin û ew handan ku biryara xwe zû bicîbînin. [1544 hirori_kur] Berî em dest bi kiryareka weha bikin divêt em, berî her tiştî, mirina xwe deynin ber çavên xwe, Segvanî got. [1545 hirori_kur] Bes pêwîst e jî, em li ser xwe bin û bi haybûn ji xwe vî karî bikin. [1546 hirori_kur] Hey, paşî ma ya ji te ve qey ew her 30 serbaz bi şev û roj di çekên xwe de nin û di nobedariyeka berdewam de ne! [1547 hirori_kur] Bêwarî bi zimanekê pêtrankî li ber devê Segvanî da. [1548 hirori_kur] Bira, bawer bikin, bi şev, du yan sê nobedariyê dikin û yên din hemû dinivin. [1549 hirori_kur] Evca hema em bes wan nobedara bêhiş bikin, dê çeper hemû di dest me de be. [1550 hirori_kur] Birano çi dibe bila bibe, divêt em êrişekê bibin ser wan û dersekê bidin wan, Segvanî dixwest axiftinê li ser vî babetî kurt bike. [1551 hirori_kur] Heta difin li wan neyê herişandin ew dev ji wan kiryarên xwe yên çivêl bernadin. [1552 hirori_kur] Bes, berî ku em êrişê bikin divêt em çend rojekan ji dûr ve, çi bi berêxwedana senta çavan û çi bi dûrbînan, zêravaniyê li wî çeperî û hatin û çûna wan serbazan û rêyên çeperî bikin, bona ku em bi çavkorehî neçin ser wan. [1553 hirori_kur] Wan, piştî sê rojên kontrolkirina çeperî û serbazên tê de û rêyên hatin û çûnên wan, pilana xwe danî. [1554 hirori_kur] Demjimêr dwanzdeyî şevê bû, dema her çwar gihaştin bin dîwarkê çeperî. [1555 hirori_kur] Şêroyî serê xwe bilind kir û çerxek li dor çeperî da, jê re xuya bû ku bes du serbaz bi tenê di nobedariyê de ne. [1556 hirori_kur] Herdu serbaz nêzîkî hevudu rawestiyabûn û bi hev re dipeyivîn û çi kesekê din ji bilî wan xuya nebû. [1557 hirori_kur] Şêroyî mêzekirê, her yek ji wan serbazan ber bi aliyekê çeperî kete piyaseyeka hêdî hêdî. [1558 hirori_kur] Yekî, radyo pê re bû û ber bi rexê piştê çû û yê din ber bi deriyê çeperî hat. [1559 hirori_kur] Şêroyî nîşanek da hevalan bona ku Segvan û Bêwar biçin telba yê piştê û Dildar digel wî êrişî yê nêzîkî derî bikin. [1560 hirori_kur] Şêroyî kevirek rakir û avêt û hêl li pêpikên ber derî da, dengê pêkeftina berî çû serbazî. [1561 hirori_kur] Wî xwest bizanibe ka ew çi ye, serê xwe ji deriyê çeperî anî der û nişîv kire xwarê bo ser pêpikan, lê wî çi nedît, evca ew vegeriya bo ser piyaseya xwe ber bi serbazê din, xuya bû ku tirsiyabû, lewma qesta hevalê xwe kir. [1562 hirori_kur] Lê dengê berê duyemîn yê Şêroyî, ew serbaz xiste gumanê. [1563 hirori_kur] Wî klaşînkofa xwe ji milê xwe vekir û xiste di nav lepên xwe de û li dor xwe zivirî, çi nedît, evca pêyekê xwe bir bo ser pêpikan û hê pêyê duyê nehavêtî xwarê, Şêro ji wî siviktir bû û ew pêyê wî yê yekem girt û hêl ji ber wî rakêşa û serbaz dev û dev li binê derecikan da. [1564 hirori_kur] Her zû Şêroyî tivenga xwe bilind kir û qontaxa wê li patika serbazî da, yê ku hewil dida serê xwe bilind bike û wî ew serbaz demildest bêhiş û teraşî wê derê kir. [1565 hirori_kur] Zû Dildarî rahişte tivenga serbazî û da dû Şêroyî bo nav çeperî. [1566 hirori_kur] Hindî Segvan bû, serê xwe bi ser dîwarê çeperî re bilind kir bona ku xwe hilbide silal bo aliyê çeperî yê ji nav de. [1567 hirori_kur] Serbazê radyo di dest de hest bi tiştekî kir. [1568 hirori_kur] Yekser radyoya xwe vemirand, li rex û dorên xwe nihêrî, çi nedît, du sê carekan bi dengekê nizim gazî hevalê xwe kir ,,Hemze....lek Hemze....Hemze..’’ Segvanî, ku guh li dengê gaziya wî bû, serê xwe nizim kir ve û xwe da ber dîwarkê çeperî, bi rex Bêwarî ve. [1569 hirori_kur] Serbaz ber bi wî rexê dîwarkî yê ku Segvan û Bêwar li piş çû, lê hê negihaştiyê û ji pişt ve pêjneka pêyan hatê. [1570 hirori_kur] Bê ku li pişt xwe bizivire, ya ji wî ve ew hevalê wî ye, li pey gaziya wî hatiye, lewma got »haze inte Hemze’’, lê çi kesekî bersiva wî neda, evca xwest li pişt xwe bizivre û bizane ka ew çi pêjn e ho nêzîkî wî dibe, lê hê baş serê xwe ne zivirandî paş, qontaxa tivenga Şêroyî bi hemû hêza destên Şêroyî hat û bi zikê serbazî keft û ew xiste erdî û tiveng ji destan veresande dûrî wî. [1571 hirori_kur] Ji çavzilkanekê zûtir Bêwarî xwe ji ser wî dêwarkî havête aliyê ji nav de û xwe zû havête ser serbazî û dev lê girt. [1572 hirori_kur] Dildar û Segvan çûn û serbazê dî yê li ber derecikan keftî anîn û dev li herduyan girtin û ew herdu, bi şelîtekê, pêkve girêdan û şelît xiste kevirekê mezin ku di dîwarî de bû bona ku nikaribin xwe ji cih bilivînin. [1573 hirori_kur] Wan zû çavek di dewr û berên odeyê de gêrand, lê, wan ji bilî wan herduwan çi kesekê din nedît. [1574 hirori_kur] Ew ji hindê pişt rast man ku yên mayî di odeyê de raketîn e. [1575 hirori_kur] Dergehê jorê ji darî bû û pêvedayî bû , lê ne daxistî bû. [1576 hirori_kur] Şêroyî wenekir ku heval biçin bo nav hundurê odeyê û wî hizreka din hebû û wî tiştek gote Segvanî. [1577 hirori_kur] Segvanî li gor gotina Şêroyî kir û xwe zû havête pişt doşkê û berê wê da mezelka serbaz tê de nivistî û seliyeka wê bi ser mezelkê ve berda. [1578 hirori_kur] Şêroyî û hevalên din cihên xwe li ber herdu aliyên derî kirin û berê tivengên xwe dane derî. [1579 hirori_kur] Bi erebî û bi dengekê xurt û bilind Şêroyî bangî wan serbazên di hundur de kir: [1580 hirori_kur] Em pêşmerge nin û me rex û dorên we girtine. [1581 hirori_kur] Evca heke we divêt hûn neyên kuştin, çekên xwe di hundurê odeyê de bihêlin û bê çek û dest bilindkirî, yek li pey yekî derbikevin. [1582 hirori_kur] Çi bersiv ji hêla serbazan ve, ji hundurê jorê nehatin, lê ji wê qerebalixa wan xuya bû ku ew li ber xwe keftine û nizanin ka çi bikin, çi nekin. [1583 hirori_kur] Lewma Şêroyî careka din û bi dengekê bilindtir û tingijîtir gazîkire wan: [1584 hirori_kur] Em bo cara dûmahiyê we haydar dikin. [1585 hirori_kur] Divêt hûn zû ji odeyê derbikevin. [1586 hirori_kur] Ez dê ji 1 heta 10 bijmêrim û eger hûn piştî hejmara dehê dernekevin, wê gavê guneha we di stuyê we de û xatra xwe ji jiyanê bixwazin. [1587 hirori_kur] Çunkî heke hûn guh nedin me û piştî timam bûna hejmartinê zû dernekevin dê ev odeya hûn tê de bi we ve hête peqandin. [1588 hirori_kur] Dema hûn derdikevin jî çi çivêliya nekin çunkî berê doşkê li derî ye û tivengên pêşmergeyan jî arasteyê der û dorên odeyê kirîne. [1589 hirori_kur] Ez niha dest bi hejmartinê dikim. [1590 hirori_kur] Şêroyî dest bi hejmartinê kir û Segvanî xwe li pişt doşkê peyt kir û hevalên din jî di cihên xwe de peyt û amadebûn. [1591 hirori_kur] Hêj Şêroyî negotî neh, deng ji derî hat, vebû û patekê sipî xuyabû, diyar bû fanêleyê serbazekî bû. [1592 hirori_kur] Serbaz jî, weku Şêroyî jê xwestî, bi destên vala û bilindkirî û yek li pey yekî derkeftin. [1593 hirori_kur] Dildarî, her di cih de û zû, sehûsiya her serbazekî dikir nekû çek pê re be û serbazê ku wî berdida Bêwarî digirt û neçar dikir ku rabikeve erdî ser zikê xwe, navçav li ser axê û herdu dest li pişt patikê. [1594 hirori_kur] Weha bûn 29 serbaz û digel herduyên pêşiyê hejmara wan bû 31 kes. [1595 hirori_kur] Şêroyî ferman da Bêwarî û Dildarî bona ku biçin wan herdu serbazên din jî bînin cem wan. [1596 hirori_kur] Dema ew gehiştine nik wan serbazan, hê ew li cihê xwe bûn û bê deng, lê li dema Dildarî xwestî şelîtê vebike bona ku bikaribe wan bi pêyan, ne bi raxişandinê bibe, ji nişkan ve yê milê çepê pehînek li navçavên Diladrî da û ew pişt û pişt rahavêt. [1597 hirori_kur] Xuyabû ku şelît baş nehatibû girêdan û wan vekiribû û di wan gavên ku wan şelît tê de vekirî Dildar û Bêwar gehiştin cem wan. [1598 hirori_kur] Hê yê milê rastê xwe ne livandî Bêwarî pehînek li devî da û zû lûliya tivenga xwe raheşande nav devê serbazê milê çepê yê ku pêhin li Dildarî dayî. [1599 hirori_kur] Zû Dildar rabû ser xwe û hate hindav wî yê ew dirb daniyê û bi xeyidîn berêxwedayê; li ber tava heyvê dêmekî 19- 20 salî yê başûrê Iraqê, dibe ku ji Besrayê bû, hate ber çavên wî. [1600 hirori_kur] Di wê gavê de dengê Şêroyî hate wan, ji wan dixwest ku lezê bikin. [1601 hirori_kur] Bêwarî tiveng ji devê serbazî anî derê û lê heyitî û ew û serbazê din yê ku ji tirsan dilerizî dane pêş xwe û ew gihandine nik yên din. [1602 hirori_kur] Sê ristikên cil û kinchilawîstinê bi dîwarê mezelkê û dîwarê çeperî ve girêdayî bûn. [1603 hirori_kur] Şêro giha ristika û çeqoka xwe ji berîka şelê xwe anî derê û ristik jê vekirin. [1604 hirori_kur] Wî serbazên li ser erdî kirin du rêz û wî û Bêwarî pê û destên wan bi hevre girêdan û vê carê mukum ku nikaribin xwe bi hêsanî jê qurtal bikin. [1605 hirori_kur] Segvan ma li ser doşkê û berê doşkê jî li serbazên dest û pê lê girêdayî û li ser zikî rakeftî û hersê hevalên wî yên din çûn bo nav hundurê odeyê. [1606 hirori_kur] Tiveng û narincok û gulle û du dezgehên biçûk yên bêtel yên ber dest anîn derê. [1607 hirori_kur] Şêroyî ji Dildarî û Bêwarî xwest ku li dewr û berên çeperî li dewarên serbazan bigerhin û wan bînin bona ku ew çekî pê bar bikin û bibin. [1608 hirori_kur] Çi pê neçû, herdu û serhefsarên du hêstiran di destên wan de vegeriyan. [1609 hirori_kur] Wan, ew herdu hêstir ji çekan bar kirin û Şêroyî kincine nû yên serbazan ku di odeyê de bûn anîn derê û xistine ber barê hêstirekê. [1610 hirori_kur] Berî ku ew çeperî bihêlin û rêya vegerê bidin ber xwe, Şêroyî çavên xwe di nav serbazan de gêrandin û çû hindav efserekî û stêrikên ser milên wî jê vekirin û xistine di berîka xwe de û bi erebî gote serbazan: [1611 hirori_kur] Hûn baş dizanin ku em dikarin we niha bikujin jî, lê ew ne ji kultura me kurda ne û pêşmerge ne kujek in. [1612 hirori_kur] Serdarên we, desthilatdarên Bexdayê kujek in û kuştinê bi destên we dikin û weha we jî mîna xwe dikin kujek û weha kupiyên xwe li her derekê çê dikin û mişe dikin. [1613 hirori_kur] Em li dijî şerî ne û em miletek in daxwaza mafên xwe yên mirovînî û neteweyî dike. [1614 hirori_kur] Em dixwazin li ser axa welatê xwe bi azadî û bi cîrantiyeka xweş li gel we û cîranên din bijîn, lê serokên we yên diktator dibêjin na. [1615 hirori_kur] Ma çi ji wan kêm e û bi van kiryarên wan çi ji wan kêm dibe? [1616 hirori_kur] Wan hemû tiştek heye û ew di qesr û bîlayên xwe de, bi xweşî û êmnahî û dûrî şer û tirsê dijîn û yên weku we û miletê me di bive û şer û kuştinê de dijîn. [1617 hirori_kur] Bi vî şêweyî, ne em û ne hûn rehetî û azadî û xweşiyê dibînin. [1618 hirori_kur] Divêt hûn bizanibin ku hedara miletên mîna me bindest sinûrên xwe heye, li ber her tiştekî û bo heta hetayê bê deng namîne. [1619 hirori_kur] Evca, ji evro pêde, destê çi kesekî ji we bi xerabî dirêjî kesekî ji xwecihên deverê bibe, hîngê, em dilovaniya îro me bi we re kirî, digel we nakin. [1620 hirori_kur] Hîngê dê bersiva me bê agadarî hêt û dê gelek dijwar be. [1621 hirori_kur] Van peyvên me bikine guhark û bikin guhên xwe. [1622 hirori_kur] Piştî ku Şêroyî axiftina xwe bi dawî anî û berî ku bibêje hevalên xwe bidin rê, Segvanî got: [1623 hirori_kur] Rast e em nikarin vê doşkeyê bi xwe re bibin, lê em dikarin wê ji vê bilindahiyê girêlî xwarê bikin bona ku serbaz wecê jê nebînin. [1624 hirori_kur] Gotina Segvanî hate bicîanîn û doşke ji wê bilindahiya berz bo binê çiyayî hate vezelandin. [1625 hirori_kur] Pey havêtina doşkeyê, her çwar hevalan rêya ber bi bakûr girt û wan, di rêyê de li nêzîkî sinûrên çêkirî, li cihekê nepenî çekê zêdeyî xwe veşart. [1626 hirori_kur] Roja dîtir, spêdeyê zû, xeberê dagîrkirina çeperê Serê Hemê ji aliyê pêşmergeyan ve, ne bes li devera Berwariyan, lê li Duhok û Zaxo jî belavbû. [1627 hirori_kur] Çirîska hêviyê di nav xelkê de geşbû ve û tirs kete dilê xinizkar û xwefiroşan. [1628 hirori_kur] Çalakiyên wan çiwar hevalan pitir lêhatin û ya ji hemûyan bêtir deng vedayî û kêfa xwecihên deverê pêhatî, bûyera berî meh û nîvê bû. [1629 hirori_kur] Belê, bi roj û li ser cadeya giştî wê bûyerê rûda û wê nûcaş û dûvelankên hukumetê xistine di hizirkirinê de li ser xwe û paşeroja xwe û tirsa ketinê bo nav destên pêşmergeyan. [1630 hirori_kur] Li ser rêya ji Bêgova tê û diçe Kanîmasê û bi durustî di navbera gundê Çeqela û Qumriyê de; efserekî û sê serbazên leşkerê iraqî landkrozerek rawestand û ji siwarên wê daxwaza pênasnameyan kir. [1631 hirori_kur] Siwarê ku li sîngê tirimbêlê, bi rex tenişta şofêrî ve rûniştî û cilên leşkerê iraqî li ber û pila »muqedem ruknî« li ser milan bû, bi zimanekê req û fermander got: [1632 hirori_kur] Ma hûn kore ne?! [1633 hirori_kur] Ma hûn cilên min û pila min nabînin?! [1634 hirori_kur] Ez efserê »îstîxbaratên firqa« Zaxo me... [1635 hirori_kur] Şêroyî, ku pila efseran li ser milan bû, pêyê xwe yê rastê rakir û hêl li erdî xist û silaveka leşkerî ji wî muqedemî re kir. [1636 hirori_kur] Û paşî destê xwe yê rastê anî ve xwarê û bi erebiyeka mûsiliyane got: [1637 hirori_kur] Bibore ezbenî, me dixwest li pênasnameya siwarên din mêze bikin, eger ezbenî tu li dijî hindê nebî. [1638 hirori_kur] Her çend e we mafê hindê nîne me rabiwestînin û pirsyara ji me bikin, lê xuya ye hûn di karê xwe de micid in û ev di rewşa van rojan de û hebûna »usatan« yaxîbûyan pir baş e, lewma ez dê wan bi we re bidim nasîn, şofêrê simbêl reş û boş û badayî berî ku muqedem biaxive peyivî. [1639 hirori_kur] We, efserê bi rex min ve niyasî û eve ez jî berpirsê partiya Be’is im li Zaxoyê û her wisa efserê emna Zaxoyê me û herdu kesên li piştê jî rûniştî ji îstîxbaratên leşkerî ne. [1640 hirori_kur] Her di wan gavan de Segvanî deriyê bi rex şofêrî ve vekir û luliya klaşînkofê xiste di guhê şofêrî de. [1641 hirori_kur] Şofêrî zû tirimbêl vemirand û Segvanî siwîç jê kêşa derê û hilgirt. [1642 hirori_kur] Di gel wê livîna Segvanî, Şêroyî jî ew bi serê muqedemî anî û zû her çwar ji otomobîlê peya kirin û birin bo derveyî cehdeyê, bo pişt kevirekê mezin ku li wê derê bû. [1643 hirori_kur] Segvanî jî tirimbêl ji rêyê derxist û ajot bo pişt kevirî. [1644 hirori_kur] Şêroyî ferman da wan, ku zû kinca ji ber xwe bikin. [1645 hirori_kur] Wan nedizanî ew çi ye bi serê wan tê û ka çi diqewime, lê tirsê ew ji derve û ji hundur de dagîr kiribûn, lewma, wan bê yek peyv bi tenê jî fermana şêroyî zû bicîanî û man di derpêyan bi tenha de. [1646 hirori_kur] Lê, Şêroyî li wan kire qêrî ku derpêyan jî ji pêyên xwe bikin. [1647 hirori_kur] Yekî ji wan çwar dîlan ku siwarî paşiya tirimbêlê bû, xwe bisteh kir û bi erebiyeka şikestî û bi eksintekê kurdî gote wan: [1648 hirori_kur] We xêr e, nê em jî serbaz in û iraqî ne û di ser hindê re emn û îstîxbarat in. [1649 hirori_kur] Evca heke hûn jî serbaz bin pa ev çi ye hûn digel me dikin?! [1650 hirori_kur] Hevalno! [1651 hirori_kur] Şêroyî dev lê ma beş û gote hevalên xwe. [1652 hirori_kur] Berêxwebidinê me kî girt, me dizê xwe girt. [1653 hirori_kur] Kurd e û îstîxbarat e û Xudê dizane ka ew dê îro bi van re biçe kî ve û mala kê xerab bike, yan xuliyê bi serê kîj gundî de wer bike. [1654 hirori_kur] Şêroyî her digel axiftina xwe rahişte wî kurdê îstîxbarat, ew da aliyekî û Bêwar li ber rawestand û paşî wî û Segvanî û Dildarî ew hersê yên din ku ereb bûn, bi şelîtekê ku bi wan re bû girêdan. [1655 hirori_kur] Çawa girêdan; hersê rûs, yek li pey yê din û mukum girêdan. [1656 hirori_kur] Paşî, Şêro di berîkên cilên wan de xebitî, pênc dînareka sor bi dest keft. [1657 hirori_kur] Ew pênc dînar bi lêvên wî kurdê xwefiroş ve durî û ew bi darekê ve li hindav cehdeyê ji mila û navtengan ve hilawîst. [1658 hirori_kur] Ew cihê ew lê hilawîstî ji her hat û çûyekê peya û siwar re xuya û li ber çav bû. [1659 hirori_kur] Hersê ereb jî anîn ser cehdeyê û bi darekê ve ku li ser lêva cehdeyê bû girêdan. [1660 hirori_kur] Rûs û tazî, muqedem li pêşiyê û yên din li pişt wî; zikê her yekî ji wan bi pişta yê din ve. [1661 hirori_kur] Wan li ser kaxezekê jî nivîsand »pêşmerge bi xêrhatina we dikin« û ew kaxez bi darê ve kir. [1662 hirori_kur] Wan ew sax di wê rewşê de hiştin û ew li landkrozera wan siwar bûn û çûn. [1663 hirori_kur] Wan berê tirimbêla xwe da bo çiyayê Metînî. [1664 hirori_kur] Rûniştivanên wan gundan hind dît tirimbêleka landkrozera sipî ku ji rengê yên hukumetê ne, nêzîkî Metînî dibe, çwar serbaz jê peya dibin, cilên xwe ji ber xwe dikin û cilên pêşmergeyan dikin ber xwe û landkrozerê li wir dihêlin û ew di Metînî de wunda dibin. [1665 hirori_kur] Wê çelengiyê dengvedana xwe ya pir mezin li başûrê welatî hebû û nêzîkî mehekê suhbeta dîwanan ya herî gerim ew bû. [1666 hirori_kur] Paşî, Şêroyî û hevalan zanî ku ew kurdê îstîxbarat yê ku wan, pênc dînar bi lêvên wî ve durî, yek ji pîstirîn îstîxbaratên deverê bû û her ew bûbû egera girtin û xendiqandina gelek kurdên welatparêz û xwegorîker. [1667 hirori_kur] Carna ku wextê Şêroyî yê vala hebuya, wî hizirkirin û dîtinên xwe di defterka xwe de dinvîsandin. [1668 hirori_kur] Wî di dema dawiyê deev çende jî nivîsî: [1669 hirori_kur] »Çima ez weha yê dilnerm im? [1670 hirori_kur] Ma dilnermî bi van dagîrkeran re dibe? [1671 hirori_kur] Erê gelo ew dê me ber bi kûderê bibin? [1672 hirori_kur] Nexêr, dilnermî bi van re, wan li ser me bêtir zal û dijwar dike û perîşanî û bindestiya me mezintir û domdirêjtir lêdike. [1673 hirori_kur] Xwe, ya bi serê Besnayê û dapîra wê hatî ji bîra min naçe, Şahîn û Mîrza, ew gencên dilsax û mirovhez û xweşîmank, her tim di hizra min de û li ber çavên min in. [1674 hirori_kur] Xwe bi hezaran, mîna wan ketine ber şaloka dagîrkeran. [1675 hirori_kur] Ma zordariya wan çawa tê jibîrkirin û em û ez her gavek û her rojekê tê de dijîn, bi çavên xwe dibînin, bêhna wê dikin, tama wê ya nexweş û gemar li ser lêvên me ye. [1676 hirori_kur] Belê, kabûsekê bêhinçikker e û ji ser sînga me ranabe. [1677 hirori_kur] Lê ez ya rast ji we re bêjim, hê ez dilnerm im; ez nikarim di nav xwe de biryareka weha bistînim ku armanca min ya serekî bibe bes kuştin û jinavbirina neyarî. [1678 hirori_kur] Bi rastî wexta ez kûr di nav vê pirsgirêkê de diçim; em ji wan bikujin û ew ji me û ne em jinav diçin û ne em dikarin wan ji nav bibin û di herdu çeperan de kuştina mirovan e, çareserkirinek û dawiyeka dilveker û dilxwaz û nêzîk, bi vî tewrî, bi hêsanî nayê berçavên min. [1679 hirori_kur] Xwe eger ev berxwedana kurdan ya bi sedan salan nebûya niha em jî mîna gelek miletan ne li ser axa welatê xwe bûna û dibe ku navê me jî bi yekcarî li dinê ne bûya. [1680 hirori_kur] Lê ez, carna wekî matmatîkê dihejmêrim, ka ji destpêkirina şerê çekdar, me çend serkeftin û destkeftin bi dest xwe ve anîne û çend ziyan bi me keftine. [1681 hirori_kur] Ya rast encam ji min re ne dilşaker e. [1682 hirori_kur] Ma hema ew mirovkuj û dirunde, xwe em jî xwe weke wan lênakin. [1683 hirori_kur] Em li dijî wan in çunkî em di rastiyê de li dijî reftar û kiryarên wan yên ne baş û ne mirovane nin. [1684 hirori_kur] Evca heke me jî mîna wan kir, weku wan hizir kir û weku wan reftar û kiryar kirin, ev em jî bûn kupiyeka wan û kesîtiya wan. [1685 hirori_kur] Ev ez çi dibêjim, nê em li mala xwe rûniştine û me axa çi kesekî dagîr nekiriye û me çi milet bindest nekirine, ew in; ji welatê xwe hatine û axa me dagîrkiriye û em jî bindest kirine û ji her mafekî mirovîtî û millî bêbehir kirine. [1686 hirori_kur] Bi top û tank û hemû cure çekên xwe yên sivik û giran û jinavbir êrişî me dibin û dibêjin hûn tune ne. [1687 hirori_kur] Ew ne me weku milet diniyasin û ne jî bi çavekê mirovîtiyê li me dinihêrin. [1688 hirori_kur] Lê, mirov ya rast bibêje, ew tadariyê li miletê xwe bi xwe jî dikin, lê tadariya wan ya li ser me deh qatî wê ye. [1689 hirori_kur] Carna ez şerê pêşmergetiyê û bi xwe jî weha ye, weke qonaxeka berwext dibînin, weke fişarxistin bo ser dijminî, tengavkirina wî bona ku rastiyê qebul bike û bi pêşmergeyan re rûne û li ser daxwazên wan gift û goyan bike û mafên mirovî û miletê me bipejirîne, dibînim. [1690 hirori_kur] Xwe, di piraniya wî prosesî de dijminê dagîrker dixeyide û dijwariya xwe zêdetir lêdike û bi wî awayî miletê me perîşantir dibe û ziyanên mezintir digehinê. [1691 hirori_kur] Lê di eynî wextî de, digel zêdebûn û bilindbûna pêla zordarî û tadakariyên dagîrker û diktatorî, riq û kîn û berxwedana miletî û opozisyonê mezintir û berfirehtir lê dihêt. [1692 hirori_kur] Lê mixabin, digel hindê ku me ew hêza leşkerî û abûrî ya dijminî di dest xwe de nîne, em di nav xwe de jî ne yek in û muxtar û gizîrên me pir in û kes ji wan, xwe ji yê din kêmtir nabîne û her yek xwe ji hemûyan çêtir û zîrektir û zanatir û lêweşawetir dibîne û her kes xwe bi rêber û serok dibîne. [1693 hirori_kur] Bi vê serreqiya wan, barê miletê me sedqatî girantir bûye û rê li ber dagîrker û siyaseta wan ya tepeserkrina me hêsantirbûye. [1694 hirori_kur] Wextê ez helbesta Xaniyê nemir ku berî ji 300 salan bêtir di Mem û Zîna xwe ya navdar de nivîsandiye bi bîra xwe tînim, ez pir li ber xwe dikevim, hingê Xanî nivîsandibû: [1695 hirori_kur] Ger hebûya me itifaqek [1696 hirori_kur] Vêk ra bikira me inqiyadek [1697 hirori_kur] Rom û ereb û ecem temamî [1698 hirori_kur] Hemiyan ji me re dikir xulamî [1699 hirori_kur] Tekmîl dikir me dîn û dewlet [1700 hirori_kur] Tehsîl dikir me ilm û hikmet. [1701 hirori_kur] Berî hinde sedsalan êşa me xuya ye, derdê me li ber çav e û ji me re hatiye destnîşankirin û em dibînin û encamên wî li ber çavên me nin; ji hev veqetyan û neyekgirtin û birakujî û xwegirêdan bi dagîrkeran û xizmeta wan û siyasetên wan û hê em dev jê bernadin. [1702 hirori_kur] Ma gelo, heta eger rast be ku aqilê kurmancî dereng tê serê wî, ma ew derengî bû çi?! [1703 hirori_kur] Ne herê, ez ji derheq babetekê weha dernakevim û tê de berzedibim. [1704 hirori_kur] Ez nikarim, yan jî min ew şiyan û pêçêbûn nînin ku pê bikaribim ya çêtir û bi xêr û bêrtir ji vê rêya heta niha miletê me bi dest xwe ve girtî yan hinekan jê re hilbijartî û jê re kiriye rêbaz, ji xelkê xwe re peyda bikim.« [1705 hirori_kur] Salek tê hebû ku Şêro û hersê hevalên wî bi hev re di çalakî û xebatên xwe de berdewam bû. [1706 hirori_kur] Gelek kiryar û tevgerên partîzanî li dijî çeper û senger û binikên leşker û dam û dezgehên dagîrkerî kirin. [1707 hirori_kur] Xelkê deverê ew baş nas kirin û wan jî xelik baş nas kir û herdu alî ji hevudu û arîkariya yekudu dilrazîbûn. [1708 hirori_kur] Wan qet hest bi bêzarî û mandîbûnê nekir. [1709 hirori_kur] Her gund û her malek, gund û mala wan bû û xwecihên deverê ew bi bira û kurên xwe dizanîn. [1710 hirori_kur] Pêşmerge bi hêvî bû, ji ber ku miletekê weha xweragir û merd û xwegorîker li pişta wî bû, milet jî ji hêviya rizgarbûn û serkeftina heqiyê bi ser neheqiyê de çiknebûbû, ji ber ku pêşmergeyên weha nebez û xwegorîker û xwedan sinc û tor berevanî jê dikir. [1711 hirori_kur] Weha pêşmergetî û milet, bi dîtina Şêroyî, timamkerên hev bûn û bê hevudu peyda nedibûn. [1712 hirori_kur] Demekê dirêj bi ser de derbas nebû û rêxistinên siyasî yên kurd, bi pêşmergeyên xwe ve, hatin qadê. [1713 hirori_kur] Berî karesatê yek parta mezin hebû ku nûnertiya tevgera rizgarîxwaza kurd li başûrê welatî dikir, lê piştî şikestina mezin, weke mêşa hingivînî, kunmêşê şilxe ji xwe dan, lê ka dê kîjan bi hingiv be hê ew ne xuya bû. [1714 hirori_kur] Di gel hatina çekdarên partê bo deverê karê her çwar hevalan yê hevbeş nêzîkî dawiya xwe dibû. [1715 hirori_kur] Ji ber ku, her ji destpêkê, mebesta wan ne avakirina çi part yan çi leşkeran bû û bi hatina hêzeka rêxistî bo deverê şêweyê xebata wan jî hate guhertin. [1716 hirori_kur] Hindî Segvan û Dildar bûn, wan xwe da bo nav rêzên pêşmergeyên parta, ku di devera wan de xebata wê ya siyasî û çekdarî hebû. [1717 hirori_kur] Bêwarî weku Şêroyî xwe li gundên wan deveran vedihewand û di katê pêwîst de herdu arîkarên pêşmergeyan bûn û ew di bersînggirtina êrişên dijminî de bo ser deverê her tim beşdar dibûn. [1718 hirori_kur] Şêroyî dil pir li ser hebû ku bi awayekê rêxistî xebata xwe ya nîştîmanî bike û li gor dîtina wî eger milet û xebata wî ne ya rêxistî û bi serûber be encamên wê xebatê jî dilxwaz û baş nabin. [1719 hirori_kur] Lê, wî ne dixwest di pirseka weha de lezê bike; ditirsiya ku ew hemû, ya ku ji partê, li ser partê tê gotin û di belavokan de digihîje destên wî, ne weha be û her weku caran be û wan ders ji tecrube û bi serhatiyên xwe bi xwe jî ne wergirtibin. [1720 hirori_kur] Lewma wî xwe girt heta ku ew çêtir û nêzîktir siyaset û kar û xebata wan partan nas bike û paşî biryara xwe bide. [1721 hirori_kur] Ya ku di navbera hêzên serekî û yên biçûk jî de diqewimî ew gelek ditirsand; tirsa wî ew bû neku ev hêze wê kerb û kîn û hevrikatiya xwe ya şexsî û siyasî di qada xebata îroyîn de sax bikin ve. [1722 hirori_kur] Û welê hat û bi taybetî di navbera dû hêzên serekî de. [1723 hirori_kur] Her aliyekî deverine xistine bin destên xwe û li aliyê din qedexe kirin û her terefekî xwe ji yê din bi şoreşgertir û çeptir danî. [1724 hirori_kur] Çeptir; ji ber ku wan şoreşgerbûn û çepbûn yan welatparêzîbûn û çepbûn kirine dû peyvên pêkvegirêdayî, welê kirin ku nabe, di ferhenga siyasî ya kurdî de, ew herdu peyv, bê hevudu hebin. [1725 hirori_kur] Belê welê hat, yê ku di çaxê axiftinê de navên Lenîn û Marks û Encils û Fîdel Kastro û Gîvara û Mao û peyvên markisîzm û lenîninzm û madiya diyalektîk û madiya tarîxî û htd. [1726 hirori_kur] ji devî dernekevin, ew ne mirovekî şoreşger e û çi ji welatparêziyê nizane. [1727 hirori_kur] Hemû tişt têkelbûn; xebata neteweyî, xebata çînayetî, şerê çekdarî, şoreşgerî, xinizkarî, çeprewî, burjuwa û bê hejmar tiştine din ku diviyabûya ew tevlihev nebûna, têkeldibûn. [1728 hirori_kur] Şerê navxwe yê hêzên çekdar yên Kurdistanê bû rastiyek û berfirehtir bû û senga herî mezin kete ser hindê ka kîj hêz dê ya din bişkêne û dê wê li cem miletî rûreş bike. [1729 hirori_kur] Miletê hejar û perîşan ku çavên wî li qurtalkerên wî bûn ku hev bigirin û bi hev re kar bikin û wî zû ji wê qurbeseriyê rizgar bikin, dît ku tişt berûvajî daxwaza wî çê dibin û serkêşên miletî, miletî dikin parçe parçe û kiş dikine hevûdu. [1730 hirori_kur] Ya ji hemûyan jî zehmettir, dîtin û lênerîna miletî jî di destên wan de bû; yek ji ber ku piraniya miletî nexwendewar bû û yê du rêzrizk jî dizanîn xwe li ser wan dikire paşa û zana û miletî jî jê bawer dikir û guhdariya wî bi dilê xwe yê sax dikir. [1731 hirori_kur] Ya duwê, rojname û radyo, yan yên hêzeka siyasî ji wan hêzan bûn yan jî yên hukumetê bûn û weha çi tiştekê serbixwe nebû ku rastî jê bigehe miletî û weha bes fîkreya wan hêzan yan ya hukumetê digehişte miletî û weha dîtina miletî jî ji dîtina wan çêdibû û weha milet jî hevrûşî yekudu dibû. [1732 hirori_kur] Şêro ji metod û siyaseta navxwe ya hêzên siyasî yên di qada xebatê de bûn, bêzar bû, lê hêviya wî di hindê de bû ku rêçare heye eger serkêşên partan hez bikin problemên navxwe çareser bikin û senga xebata xwe ber bi armanca hevpişk ya nîştîmanî bajon. [1733 hirori_kur] Wî bi çi rengekî veger bo nav deverên li jêr kotrola hukumetê, bi wî destûdarê hukumetê pê desthilata xwe birêvedibir, nêzîkî hizra xwe nedikir û çi çare di wê de ne didît. [1734 hirori_kur] Wî çi gêngaşe li ser wê manê di deverên rizgarkirî de nebû, lê ku bimîne û şerê birayê xwe yê kurd bike, bes ji ber hindê ku dîtin û hizir û baweriyên ji hev cuda hene, ew bi çi rengekî li gel nebû û bi dijwarî li dijî hindê bû. [1735 hirori_kur] Rewşa navxwe ya çirhayî û dirhayî ya heyî, ew tûşî şerenîxeka dijwar ya nevxweyî kir û dikir nedikir nikaribû bi xwe çareyekê ji pirsgirêkê re peyda bike. [1736 hirori_kur] Alternatîv jî di serûberekê weha de, ku şer bû û çekdar û çek ziman bû, pir zehmet bû ku bêt û cihê xwe bi metodên baş bike. [1737 hirori_kur] Diviyabûya ew alternatîv yan girêdayî hêzekê ji hêzên serekî bûya yan ew jî biketibûya şerî digel û eger wê şer jî nekirbûya, ew dê bi topizê hêzê bihtaya bêdeng kirin. [1738 hirori_kur] Tişt hemû di nav wî de ketine serêk û pêwîstiya wî bi kesekê nêzîk û hebekê zana hebû ku pê re wan probleman munaqeşe bike. [1739 hirori_kur] Hate bîra wî hevalê wî yê biçûktiyê Zîrek. [1740 hirori_kur] Zîrek di wî heyamê dawiyê de bûbû mamosteyê matmatîkê li xwendingeha navincî ya bajarkê Bamernê. [1741 hirori_kur] Zîrek jî di zaroktiya xwe de li bajarê Mûsilê bû û wan li wê derê hevudu nas kiribû. [1742 hirori_kur] Zîrek ji wan kêm kesan bû ku pir kurdistançî û têrrewşenbîr bûne. [1743 hirori_kur] Şêroyî biryar stand ku biçe cem Zîrekî, hem bo seredan û hem jî bona ku digel wî, li ser rewşa welatî biaxive. [1744 hirori_kur] Hêzên hukumeta Iraqê bi roj dikeftin hundurê Bamernê û bi şev ji tirsa pêşmergeyan jê derdikeftin, lewma Şêro jî bi şev, weku her pêşmerge û fîlarbûyekî çû wê derê. [1745 hirori_kur] Dema Zîrekî dergeh vekirî, bawer ji çavên xwe nekir ku ew Şêro ye, hevalê wî yê biçûkîniyê, herdu çûn ser û stuwên yekudu. [1746 hirori_kur] Zîrekî zanîbû ku Şêro li deverê pêşmerge ye û weku endamê parta »X« û pêşmergeyekê wê yê mêrxas, nav û dengê wî çûye. [1747 hirori_kur] Zîrekî bawer dikir, ku çawa gotina mezinan dibêje »çiya bi çiya nakevin, lê çav bi çavan dikevin«, dê ew û Şêro jî hevudu bibînin, lê ne weha ji nişkan ve. [1748 hirori_kur] Zîrekê zegurd, birinc û avika mirîşkê ya nîvro ji xwe re durustkirî danî ber mêhvanê xwe û paşî ça jî çêkir û di ber çavexwarinê re axiftinê axiftin kêşa û ji bîrhatinên zaroktiyê û kûlanên Mekawî û Dekit Berge û Cemmase û Seriçxane li Mûsilê hatin bo ser perîşaniya milet tê de û pêşmergetiyê û şerê birakujiyê. [1749 hirori_kur] Zîrekî dest bi pirsyarê kir û gote Şêroyî: [1750 hirori_kur] Ma ev hûn çûne çiyayî û bûne pêşmerge da şerê hevudu bikin yan da me ji bin vî barê giran qurtal bikin? [1751 hirori_kur] Baş e ma hûn di partên xwe de rexneyê li serkirdayetiyên xwe nagirin û nabêjinê ku eve ne daxwaza we ye û divê ew dev ji van çewtiyan ber bidin û hêzên xwe ji pêxemetî miletî û parastina berjewendiyên wî yên berz û pîroz bidin yek? [1752 hirori_kur] Berî her tiştekî birayê delal ez ne endam im di çi partekê de, Şêroyî dest bi şirovekirina rewşa xwe kir. [1753 hirori_kur] Ez, her ji ber van egeran bi xwe jî ne bûme endamê çi partekê ji partên di qadê de. [1754 hirori_kur] Ez, bo agadariya te, niha bes di bergiriya millî de me. [1755 hirori_kur] Ya ji dest min, bo çakiya xelkê me û parasti-na deverên rizgarkirî têt, ez dikim. [1756 hirori_kur] Ez, li dijî êrişên leşkerê Iraqê bo ser deverên azadkirî hemîşe bi pêşmergeyan re me. [1757 hirori_kur] Zîrekî bi guhên xwe yên guhişî û bi mereq guh dida axiftina Şêroyî û bi taybetî dema qala şerê navxwe dikir û ka çend pê diêşiya. [1758 hirori_kur] Zîrekî, ji peyivîn û livîna navçavên wî û xema li ser dêmê wî xuya, dilsoziya wî ya rastîn bo miletî û doza wî dît. [1759 hirori_kur] Şêro nikaribû fêm bike ka ew çima hêzên kurd ku hê azad nebûne û hê dewleta wan çênebûye, şerê hevudu dikin û berî azadkirina Kurdistanê ji dest dagîrkeran, wê di navbera xwe de li ser xwe dabeş dikin. [1760 hirori_kur] Zîrekî dizanî kûdera Şêroyî diêşe, ji ber ku ew jî wekî wî û weku piraniya kurdan bi wan bûyeran diêşiya. [1761 hirori_kur] Zîrekî dizanî ku pirs pir zehmet e , ji ber ku yên li serî guh nadine binî û eger guh bidinê jî, dê hîngê guhê xwe bidinê heke hat û ew dîtin di berjewendiya wan de be, yan heke hat û çi rêyên din di dest wan de neman û neçar bûn. [1762 hirori_kur] Her kurdekê bêhna welatparêziyê jê bihêt dê li dijî vê rikeberiya malxerabker û birakujiyê be, Zîrekî raya xwe ji Şêroyî re anî ziman. [1763 hirori_kur] Ez, her ji destpêkê li dijî van metod û kiryarên şaş û nebaş di tevgera azadîxwaza kurd de rawestiyame û min, bi awayekê vekirî, rexne li wan kêmasiyan girtiye. [1764 hirori_kur] Ez, ji ber hindê jî gelek caran, bi awayekê ne ru bi ru, hatime agehdarkirin ku ji min re ne baş e ez bi wî şêweyî qala filane û bêhvane partê dikim. [1765 hirori_kur] Lê belê, min heta niha guh nedaye wan û çi dikin bila bikin. [1766 hirori_kur] Wextê ez dihêm ser altarnatîvê, ez pê re me, eger tiştekê nû û çêtir ji xelkê me re pê re be. [1767 hirori_kur] Xwe, min di vî warî de pêngavine jî havêtine; piştî şikestina 1975-ê, min û hevaline xwendekar rêxistineka kurdî damezrand. [1768 hirori_kur] Armanca me ya serekî û ya ji hemûyan giringtir belavkirina bîr û bawerên azadîxwaz bû di nav xelkê me de. [1769 hirori_kur] Piştî demekê xuya bû ku rêxistinine din jî, ji wî terzî hebûne û piştî danûstandinên me digel hevûdu, me û wan rêxistinan hevgirt û rêxistineka mezin jê peydabû. [1770 hirori_kur] Hinekan xwestin wê bikin partek, lê em grupa birêveber ya wê li dijî wê hizrê rawestiyan û bi dîtina me, em ne di astê hindê de bûne ku em bibin parta altarnatîv. [1771 hirori_kur] Ji ber wê biryara me, gelek endaman dev ji wê rêxistinê berda. [1772 hirori_kur] Piştî şerê birakujiyê dest pê kirî, me dît ku gera rola me hat ku em tiştekî bikin. [1773 hirori_kur] Evca, me di komîteya birêveber de pêşniyarek pêşkêşî hevalên di rêxistinê de kir û ew pêşniyaz bû biryar; ku her çend endam bikevin nav hundurê partekê û dest bi belavkirina van bîr û baweran di nav rêxistinên wan partan de bikin: [1774 hirori_kur] Birakujî xinizkariyeka mezin e û ew çarenivîsa gelê Kurdistanê têxe nav xetereka mezin û di xizmeta siyaset û berjewendiyên dijminî de ye. [1775 hirori_kur] ku divêt pêşmerge birayê xwe yê kurd nekuje û nerazibûna xwe bi devkî, bi nivîskî, bi çekdanînê diyar bike. [1776 hirori_kur] Berevaniyê ji karê hevbeş yê kurdistanî û pirensîpên demokrasiyê û sîstema pirpartîniyê û hevgirtina wan ji bo bergirîkrinê ji berjewendiyên neteweyî û nîştîmanî yên bilind û ji bo bicîanîna armancên serekî yên bizava rizgarîxwaza Kurdistanê di azadî û aştî û parastina mafên mirovî û demokarasiyê de li Kurdistanê bikin. [1777 hirori_kur] Çêkirina bereyan yan parlamentoyan di her parçeyeka welatî de û durustkirina eniyeka hevbeş ya hemû Kurdistanê ji bo hevkarîkirin û karê hevpişk yê kurdistanî di nav tevgera azadîxwaz de, li her çwar parçeyên welatî û kurdên sovyetistanê û welatên din. [1778 hirori_kur] Zîrek vê re çû û got: [1779 hirori_kur] Ev ji erkên serekî yên me nin û hevalên endam bi giştî digel biryarê û bicîanîna wê bûn û biryar ketiye jiyanê jî. [1780 hirori_kur] Mebesta me ne ew e ku rêxistinên van partan li dijî serkirdayetiyên partên xwe serî hil bidin, nexêr, lê em dixwazin ku ew, tiştê xelet û ne di xizmeta gelê Kurdistanê de be, qebûl nekin û hewil bidin serkêşiyên xwe qayîl bikin ku dev ji wan çewtiyan ber bidin û siyasetên xwe yên xar û vîç biguherînin. [1781 hirori_kur] ku senga xebata xwe li cihê ku bi hemû ve bêxin ber xizmeta partên xwe, di piraniyê de bêxin ber xizmeta gel û welatê xwe, ku siyaseta kevin ya hemû ji bo partan biguhorin bi siyseta hemû partî, bi hemû şiyan û pêçêbûnên xwe ve, ji bo xizmeta gel û welatî. [1782 hirori_kur] Axiftina wan dirêj bû û dumahîk diyar ne dibû û diviyaba Şêro berî berbangê ji gundî derkeftiba û hê mala xaleta wî ma bû û diviyaba ew çûba seredana wan jî heke da dayika wî pir jê bixeyide eger pê bizanîba ku ew hatiye Bamernê û neçûye seredana wan. [1783 hirori_kur] Mala xaleta wî ji mêvanan pir bû, hin gundî û hin jî pêşmerge û rêving bûn. [1784 hirori_kur] Piştî bi xêrhatin û pirsa kes û kar û rewşa wan, suhbeta dîwanê gerim bû ve, di wî wextê de ku keça xaleta wî jê pirsî: [1785 hirori_kur] Erê Şêro! [1786 hirori_kur] Dîtina te li ser vê birakujiyê çi ye? [1787 hirori_kur] Ma ez çi bibêjim, Şêroyî bi vî awayî dest bi bersivdanê kir. [1788 hirori_kur] Ya ez dizanim ev kare karekê bê aqilane ye û şerim û fihêtî ye bo van rêveberên me ku birakujiyê têxin nav me. [1789 hirori_kur] Bêguman her kesekê nîştîmanperwer û dilsoz li dijî pevçûna navxwe ya çekdar e, lê ew bes nake, divê her kes ji me wî helwêstê xwe aşkira bike û rexneya xwe bigehîne wan aliyên ku birakujî li ser destên wan tête kirin. [1790 hirori_kur] Neyar û dijminên miletê me bi milyonên dînaran li ser hindê dimezixînin bo ku kurd yek negirin û xelkê Kurdistanê bi hefka yekudu ve bin û şerê hevudu bikin. [1791 hirori_kur] Evca bi awayekî îndîrekt terefên beşdar di şerê birakujiyê de xizmeta van nehezan dikin û roja serbestbûna gel û welatî gîro dikin û bi zehmettir lêdikin. [1792 hirori_kur] Bêguman, her kurdek dizane ku em hindî nebin yek û hêz û zanîna miletê xwe nedin ser hev, em nikarin zora dijminên xwe bibin û neşên miletê xwe ji vê perîşaniya tê de azad bikin. [1793 hirori_kur] Şêroyî dixwest hema her li dijî şerî biaxive, lê çi peyv û hizrên nû nebûn û hema her dubarekirina eynî peyv û hevokan bû. [1794 hirori_kur] Spêde nêzîk dibû û neçarbû ku xatra xwe bixwaze û berê pêyên xwe bide ve ber bi devera Berwarî Bala. [1795 hirori_kur] Di rêya vegerê de Şêroyî hest bi hindê kir ku barê wî sist bûye û xwe di wî helwêstê xwe de, nedît yê bi tenê, lê berûvajî wê; wê dît ku piraniya xelkê welatê wî xwedî helwêstê wî ye. [1796 hirori_kur] Lê problem di hindê de bû ku piraniyê helwêstê xwe bi ziman ne xistiye, lê bi lênerîna wî da xuyakirina helwêstî pêngava piştî wê be. [1797 hirori_kur] Ya keyfa wî pir pê hatî ew bû ku milet hişyar û çav zil bû. [1798 hirori_kur] Bi dîtina wî di rewşeka weha de, diviyabûya wan partan dev ji wan çewtî û kêmaniyan bebidana, heke dê milet ji wan dûr bikefta û dê ew bimana bi tenha serê xwe weku rêxistinine biçûk û bê xelk. [1799 hirori_kur] Û bi hizra wî, bê miletî jî çi rêxistinek nikare pêş bikeve û zû lawaz dibe û gelek xwe li ser pêyan ranagire. [1800 hirori_kur] Ew nêzîkî nîvro gihaşte gundê Çem Seyda û yekser çû mala Bêwarî, ku piştî jinanînê li wir binecihbûbû. [1801 hirori_kur] Di mala Bêwarî de, ew ji westiyan û nenivistinê yekser raket û nivist. [1802 hirori_kur] Êvarî, Nermînê, jina Bêwarî, Şêro ji xew rakir bona ku şîvê bixwe. [1803 hirori_kur] Li ser sifrê û li ber xwarinê suhbet çû ser şûkirin û jinanînê. [1804 hirori_kur] Ew ji mêje bû Nermînê kiribû dilê xwe ku ji Şêroyî bipirse ka ew dixwaze jinekê jê re bixwazin û eger wî pêwîstî bi arîkariya wê hebe, ew ya amade ye û di gundî de keçine hene ku hez dikin şû bi wî bikin û wan ji Nermînê re gotine ku li ser wî babetî tiştekî ji Şêroyî bizane û wisa Nermînê pirsyar jê kir. [1805 hirori_kur] Ez jinê bînim? [1806 hirori_kur] herê...herê, hema ew ya mayî ku min nekirî, Şêroyî bersiva Nermînê da. [1807 hirori_kur] Bi Xwedê min taqeta çi jina nîne û hema hosa xweştir e. [1808 hirori_kur] Hey malxerabnek, Bêwarî li ber devê wî da. [1809 hirori_kur] Segvanî yê ku nefret ji jina dikir, jinek xwestiye û mehir jî kiriye û dê di van nêzîkan de vebiguhêze. [1810 hirori_kur] Evca çima tu xwe yaxî dikî û hewil nadî xwe ji wan hizrên xwe yên kevin azad bikî. [1811 hirori_kur] Nê jiyê me diçe û ya diçe navegere û kesek ji me heta hetayê xurt û genc û li ser xwe namîne. [1812 hirori_kur] Divêt li bîra te be, heke mirov ji hêza xwe keft çi bi axînkrahêlan û peşîmaniyê nahête guhertin. [1813 hirori_kur] Segvanî jinek xwestiye û ez nizanim? [1814 hirori_kur] bi mendehoşî Şêroyî ev pirs kir. [1815 hirori_kur] Aha niha hate bîra min ku diviyaba min gotiba te, çinkî wî xeber ji te re jî şandibû lê tu li vir nebûyî, Bêwarî anî bîra xwe. [1816 hirori_kur] Û divê em herin daweta wî. [1817 hirori_kur] Tê bîra te, wî çawa henekên xwe bi min dikirin û digote min here rûne ber tenişta hurmetekê û zaroka çê bike. [1818 hirori_kur] Aha nuke wî Segvanê ku xwe ji jina dida paş, keçek ji Çelê xwestiye û wî jî xwe gihande karwanê me û tu di zegurdîtiyê de, bi tenê hêlayî. [1819 hirori_kur] Van gotin û xeberên Segvanî û jinanînê kartêkirina xwe li ser wî hebû, lê çi negot û bi xwe re di nav xwe de gote xwe: [1820 hirori_kur] Yê dizane dizane û yê nizane baqê nîskan e. [1821 hirori_kur] weku kurd dibêjin »sotim nayê gotin« bes ma bo kê bibêjim û dê bighîje kûderê. [1822 hirori_kur] Keko Şêro bilind nefire heke dê ser û ser û bi erdî bikevî, Nermînê axiftin careka din arasteyî Şêroyî kir ve. [1823 hirori_kur] Di gundî de gelek keçên ciwan û xweşîmank û bi kêrhatî hene û wan çavên xwe danîne ser te, lê tu çi pûte bi wan nakî. [1824 hirori_kur] Evca lezê bike heke piştî çend salekên din ya mê be bi dest te nakeve. [1825 hirori_kur] Şêroyî bes guh dida wê û li ser xwarina xwe yê berdewam bû. [1826 hirori_kur] Piştî xwarin bes kirî û xwe ji ber sifrê daye paş, perdaxa avê bi ser devê xwe de kir û pala xwe da balîfkekê. [1827 hirori_kur] Berê xwe da Bêwarî û Nermînê, yên ku çaverêyî axiftinekê bûn ku ji devê wî derbikeve û paşî hêdî û li ser xwe got: [1828 hirori_kur] »Eger we ya rast bivêt, ez heta niha di wê bawerê de bûm ku jinanîn bo kesên xwe bi şoreş û pêşmergetiyê ve girêdidin nebaş e. [1829 hirori_kur] Çunkî, bi hizra min jinanînê pêwîstî bi akincîbûnê heye û şoreş û pêşmergetî neakincîbûn û paşerojeka ne xuya û ne di destê mirovî bi xwe de ye. [1830 hirori_kur] Jin û jiyana rojane ya navmalê û berpirsyariyên malê dibin asteng di rêya xebata rojane ya pêşmergeyî de. [1831 hirori_kur] Canê pêşmergeyî li ser destên wî ye û nabe li direka destnîşankirî bimîne û divêt yê livok û civok be û her tim di tahluke û xeterê de ye. [1832 hirori_kur] Dema diçe operasyonekê nizane ka dê bi saxî vebigere yan jî dê hête kuştin. [1833 hirori_kur] Divêt pêşmerge xwe bi hemû ve bide ber xebatê ji bo bi destveanîna mafên gelî yên mirovîtî û neteweyî û bi wê xebata xwe ew ji miletî re dibe sembol û hêvî û milet xwe dihêle bi hêviya xebat û xwefîdakariya wî ve. [1834 hirori_kur] Lê çaxê pêşmerge jinê tîne û malbatekê dadimezrîne, wê gavê ew wext jê re namîne. [1835 hirori_kur] Ji ber ku çaxa mirov jinê tîne divêt mirov bizanibe ku jinê û malê û paşî zarokan û bixwedîkirina wan pêwîstî bi wî û wextê wî û pêwîstî bi pereyan û xawrinê heye û çi tiştek jî ji kulînê nayê xwarê. [1836 hirori_kur] Bi destxistina pereyan jî, ji bo birêvebirina jiyana navmalê ya rojane pêdivî bi karkirinê heye. [1837 hirori_kur] Pêwîstiya malê bi xwarin û vexwarin û xizmet û sxbêrîjêkirina zarokan û tiştine din heye. [1838 hirori_kur] Evca eger zilamî ew berpirsyariyên navmalê û berpirsyariyên xwe li hember jina xwe bicîneanîn dê problem hêne pêş. [1839 hirori_kur] Ji hemuyan jî giringtir nêzîkahiya mêrî ji jinê ye, ku ew bi başî cih negire jin nerazîbûna xwe diyar dike û dibe pitpita wê. [1840 hirori_kur] Pit pitê dike ji ber ku barê giran keftiye ser milên wê bi tenê û di civaka me de, ya ku mêr tê de serdar, hemû tişt bi dest jinê nayên bicîanîn û weha mal dibe dozex û jiyan li sinûrekê xerab radiweste. [1841 hirori_kur] Eger mirovî guhê xwe baş da malê û bi erk û berpirsyariyên xwe li hember wê rabû, wê gavê wext bo miletî û wê xebata rojane namîne û bi wî rengî jî pêşmergetî nayê kirin. [1842 hirori_kur] Hema em niha li van deran bi çavên xwe dibînin ka çawa, ji bêgaviyê, gelek ji pêşmergeyan dev ji pêşmergetiyê ber didin û berê xwe didin bazirganî û qeçaxtiyê bona ku mala wan ji dest wan dernekeve û bikaribin wan ji birs û muhtacbûnê biparêzin. [1843 hirori_kur] Xwe heke pêşmergeyî jêderekê mehane bo jiyanê, têra xwe û mlabata xwe hebûya, hîngê rewş bi vî terzî ne dibûya. [1844 hirori_kur] Ev, dîtin û awirên min bûn di warê jinanînê de, lê eve demek e, roj bi roj, dîtineka din li cem min cih digire.« [1845 hirori_kur] Bêwarê ku bi jina xwe re, weku her gav ku Şêro diaxift, bi mereq guhdariya wî dikir, peyivî û zû gotê: [1846 hirori_kur] De, Xudê xêr bike, belkî dawiya vê dîtina te ya nû jinanîn be. [1847 hirori_kur] »Ez gehiştim wê rastiyê ku weha nabe«, Şêro vêra çû û axiftina xwe domand. [1848 hirori_kur] »Çunkî min gote xwe, pa eger hemû kurên Kurdistanê xwestin bibin pêşmerge û ji ber hindê jin neanîn, hema bi wî awayî eve me bi xwe bi destên xwe tovê xwe birand. [1849 hirori_kur] Bêguman şaneya biçûk ya her komelekî mal e, bi damezrandina wê, rê li ber zarokbûnê û bixwedîkirin û mezinkirina zarokan vedibe û weha hebûna miletî tê parastin. [1850 hirori_kur] Û heta dawiyê jî weha nabe; çi zû û çi dereng dê serhildana gelê me rengekê din bi xwe ve bîne û dê, eger ne tevaya miletî, piraniya wî, bi awayekê dîrekt, beşdarî xebata xwe ya nîştîmanî bibe. [1851 hirori_kur] Xwe xebat ji bo azadiya miletî ne bes erk û karê zilamî bi tenê ye lê ew bi heman şêweyî kar û erkê li ser milên jinê ye jî. [1852 hirori_kur] Ez dirêj nakim û serê we bi vê felsefeyê gêj nakim. [1853 hirori_kur] Kurt û kurmanc, gava mirovî hevaljîna xwe dît û dilê wan kefte hevudu û bikêr yekudu hatin, ya çêtir ew e, hindî zûtir e, ew şahî û govenda xwe bikin.« [1854 hirori_kur] Ma tu vê ji kê re dibêjî, hema te ji her kesekî bêtir pêwîstî bi van şîretên xwe heye, Nermînê xwe negirt û ya di dilê xwe de danî ber wî. [1855 hirori_kur] De tu jî hiçka hilbide û binkofkekê ji xwe re peyda bike. [1856 hirori_kur] Weke carên pêşîn, wê carê jî Şêroyî xwe ji gêngaşeyê bê biryar hilanî û perde ji ser dilê xwe ne hilanî. [1857 hirori_kur] Di nav xwe de hest bi wê pêwîstiyê dikir û gehiştibû wê rastiyê ku jin ji wî re jî, mîna her zilamekî, giring û pêwîst e. [1858 hirori_kur] Ma ew da heta kengî wî dehbeyê xwe bi destên xwe rehet bike û xwe li ber çavên xelkî bi sofî îne pêş? [1859 hirori_kur] Wî wê gavê hizra hindê dikir û ji wê ditirsiya neku ew bi negatîvî kar bike ser psîkolojiya wî û di wan dawiyan de, gelek ji malxulyan û xewnên wî girêdayî jina û laşê wan bûn. [1860 hirori_kur] Belê, her çend e wî ji çi kesekî re qala hindê nekiribû, lê wî biryara xwe dabû ku ew li dawiya jiyê xwe nebe mirovekê girêlok û ji xelkî veder, lê ew jî jiyanê bi awayekê normal bajo û jinekê ji xwe re peyda bike. [1861 hirori_kur] Xwe, wî, di wan heyaman de, ji her wextekê dîtir pitir, hest bi hindê dikir ku pêdiviya wî bi kesekî heye ku bikaribe ligel wî, bê şerim, bê çeplêdan û badan, danûstandinên xwe bike. [1862 hirori_kur] Kesek hebe, gelek ji wî nêzîk be, hez ji wî bike, wî fêhim bike û ew jî hez jê bike. [1863 hirori_kur] Kesek be, baweriya wan bi hevudu hebe, bikaribe dilê xwe jê re vebike û nihîniyên xwe bêxe ber, nava xwe li ber bikelêşe, û bi dîtina wî kesên weha jî da cotkên jin û mêran bin. [1864 hirori_kur] Lê ew jin dê kî be? [1865 hirori_kur] ev pirsyar ji xwe kir. [1866 hirori_kur] Digel pirsyarê yekser hizra wî çû ser Nazenînê. [1867 hirori_kur] Berî çendekê, dema dayika wî hatibû seredana wî, gotê ku hê Nazenîn li benda te ye. [1868 hirori_kur] Mala Nazenînê li Mûsilê bû û ew taqaneya bab û dayika xwe bû. [1869 hirori_kur] Babê wê paleyê avakirina xaniya bû. [1870 hirori_kur] Nazenînê berî salekê xwendina xwe ya amadeyî bi dawî anîbû û li wê salê li Zankoya Mûsilê li fekulta fîzîkê dest bi xwendina xwe kiribû. [1871 hirori_kur] Mala wan, bi rex mala Şêroyî wan ve bû û ew hevala wî ya zaroktiyê ya pir nêzîk bû. [1872 hirori_kur] Wî di tere genciya xwe de pir hez ji Nazenînê dikir, lê çi cara bisteh nedikir destê xwe dirêjî wê bike, li cem wî, wî çaxî, karekê weha, berî şûkirinê, gunehkariyeka mezin bû. [1873 hirori_kur] Dibe ew ji kartêkirina sexbêriya navmalê ya ayînî û konservatîv bû û dibe jî hem bi egera pirtûkên ku wî dixwendin û hem jî temaşekirina wî li filmên hindî, ku pir hez jê dikir, ew sofîtî di nav wî de hatibû çespandin. [1874 hirori_kur] Xwe hîngê, film û sînemaya hindî Iraq vegirtibû. [1875 hirori_kur] Filmên wan di piraniya xwe de drama bûn û li ser viyana paqij bûn. [1876 hirori_kur] Tê de keç û kuran maçî hevudu nedikir. [1877 hirori_kur] Di wan filman de babetekê hevbeş hebû, ew jî şerê qenciyê bû li dijî zulm û xerabiyê. [1878 hirori_kur] Dema mirovî temaşayî filmekê hindî dikir diviyaba sê çwar destmalên wî li ber destên wî ban bona ku wî pê rondikên xwe zuha kiriban. [1879 hirori_kur] Evîna Şêroyî jî bo Nazenînên ji wî rengî bû, wê dil û can û giyanê Şêroyî dagîr kiribû û Şêroyî helbest pê divehandin. [1880 hirori_kur] Rast e hê wê evînê sinûrên dil û çavan derbas nekiribûn, lê çavan jî zimanê xwe heye û bi taybetî li cem evîndaran. [1881 hirori_kur] Di cara dawiyê de ku ew bi mêvanî li mala wan bû û bi amadebûna dayik û babê wê, wî ew helbesta ku wî bi wê raçandî ezber xwend. [1882 hirori_kur] Belê, xwe bisteh kir û stirana dilê xwe bo wê li ber çav û guhên dayik û babê wê got, lê, di helbestê de navê Nazenînê kiribû Sînem. [1883 hirori_kur] Helbest dixwend û di ber re awirên xwe berdidane ser Nazenînê û bi çavên xwe digotê »ev, viyana dilê min e, ez ji te re dikim diyarî«. [1884 hirori_kur] Xwe ji awayê xwendina wî û livînên destên wî xuya bû ku ew qala Nazenînê dike û dayik û babê wê jî hest bi hindê dikir, lê wan hez ji Şêroyî dikir û dizanî ku ew kurekê baş û li ber xwe rawestiyayî û rehet e. [1885 hirori_kur] Heta wê gavê jî, ji wan hemî helbestên wî nivîsandibûn, ew li bîra wî ma bû û car bo car bo xwe digot û weku stiranekê di bin lêvên xwe re dilorand. [1886 hirori_kur] Helbesta wî jî eve bû: [1887 hirori_kur] Ma tu dzanî [1888 hirori_kur] Çend aşiq im ez hevalê [1889 hirori_kur] şîneçava ez dîn kirim [1890 hirori_kur] Li deryaya eşq û vînê niqo kirim [1891 hirori_kur] Bo warekê dûr ez birim [1892 hirori_kur] Çend hatin ku me jêkvekin [1893 hirori_kur] ko te bkirin [1894 hirori_kur] ko min bkirin [1895 hirori_kur] ko nehêlin evîna me [1896 hirori_kur] Bibe hêzek ko hêlîna me dvêt ava Lê bgirin hemî derava Lê neşyan û neşên dostê Ma tu dzanî Qute quta evî dilî navê te ye Çaktirîn ziman bo me yar Axiftina çavên min û çavên te ye Bawer neke ez te bhêlim ey Sînemê Li hêvya te her dê mînim Te çend bvêt û çawa bvêtin Bawer neke evîna te kesek bişêt J min bdizîtin Ya min gotî lêvenabim Bo vîna me dê her livim L ber got gotka ez nanivim Da bo çavên te Sînemê Ava bikim warekê buhar lê b evîn ku em pevre tê de bijîn Bi dil xweşî Bê kerb û kîn ku bgirnijîn bo jiyanê ku vîna xwe himbêz bikîn J xelkê xwe re bkîn diyarî Alayek nû bo vî warî L ser binvêsîn: B evînê nûdbîtin kavil B evînê namînin çi kul B evînê paqij dibin dil B evînê aş dibin yên sil Lê bizane ger gotin nebîte kirin Ger kenya te nebîte zad bo eşqa min Ger ez nebme berevanê evîna me Ger çavên min û te yarê Ger hizr û bîr nebine yek Baş bizane ne evîn e û pê nabîn yek [1897 hirori_kur] Dema wî helbesta xwe dixwend, Nazenîn ji kêf û şerman de sor û sipî dibû, çav û dêmê wê, bi îşaretine ku bes Şêroyî didîtin, digotine wî »ez jî, ji hemû dil û canê xwe hez ji te dikim û ji bilî te çi mêra nakim«. [1898 hirori_kur] Şêroyî nedizanî dê ewa bi serî hatî rûbide û dê jiyana wî bi yekcarî hête guhertin. [1899 hirori_kur] Wê rojê, dema Nazenîn ligel wî hat ber derî û wî xatra xwe jê xwestî, wê gotê: [1900 hirori_kur] Şêro, hişyarî xwe be, tu kî ve biçî dilê min digel te ye. [1901 hirori_kur] Şêro car û bar diyar bibe. [1902 hirori_kur] Ew helbesta te pir bi dilê min bû û baş bizane ku ez jî gelek hez ji te dikim. [1903 hirori_kur] Wê ew peyvên xwe yên dawiyê zû gotin û ji şerim û kêfa hindê de, kû karî ya di dilê xwe de bibêje lawê dilê xwe, bezî bo nav xanî. [1904 hirori_kur] Ew yekemîn peyvên evîndariyê bûn ji devê keçekê bi ber guhên Şêroyî ketîn. [1905 hirori_kur] Ew evîna wan ya çendîn salan, xwe ji zimanê çav û îşaretên laşî derbas kire qonaxeka nûtir, qonaxa derbirîna evîna xwe bi zimanî û rû bi rûyê yekudu . [1906 hirori_kur] Wî ji dayik û kes û karên xwe zanî ku gelek xazgîniyên wê hatibûn û wê bi aşkirahî evîna xwe anî bû ziman û gotibû xazgîniyan »ma ez dê şû bi çend kesan bikim?! [1907 hirori_kur] Nê ez dezgirtiya Şêroyî me« [1908 hirori_kur] Lê, piştî ku Şêro ji zîndanê derkeftî, sîxurên Iraqê bela xwe jê venedikir û ew xistibû di bin zêrevaniyeka dijwar de. [1909 hirori_kur] Wê reftara polîsên sivîl û rêxistinên be’isiyan ew bêtir pal dida bo nav çeperê berxwedanê li dijî hukumeta faşîst. [1910 hirori_kur] Lewma, ew di pirsa jinanînê de kuh û sist bû. [1911 hirori_kur] Digote xwe »pa heke tiştek bi serê min hat, heke ez hatime ve girtin yan hatime kuştin, paşî dê çarenivîsa Nazenînê çi be? [1912 hirori_kur] Dê bi tenê bimîne«. [1913 hirori_kur] Ne dikarî wê hizrê bêxe di serê xwe de, li ser xwe qebûl nedikir ku keça ew hez jê dike, tûşî derdeserî û probleman bike. [1914 hirori_kur] Ya bêtir jî ew xav kirî dayika wê bû; wê ne dixwest keça wê şû bike. [1915 hirori_kur] Ew jineka tiral bû, hez ji karê navmalê ne dikir û hindî li bîra Şêro bû, wê her tim digot -serê min diêşe- û bo gerhan û derkeftin û xwarinên xweş jî kes ji wê zîrektir nebû. [1916 hirori_kur] Wê xwe bi serêşiyê dianî pêş bona ku çi karê navmalê neke û ew hemû bi hêviya Nazenînê ve diman. [1917 hirori_kur] Nazenînê, di ser xwendina xwe de karê navmalê jî dikir û bo dayikê xweş lê hatibû. [1918 hirori_kur] Babê Nazenînê hez dikir ku Nazenîn şû bi Şêroyî bike, lê dayik bûbû asteng. [1919 hirori_kur] Dema ku dayika şêroyî du sê cara ew babet digel dayika wê vekirî, wê digotê: [1920 hirori_kur] Ma em dê kê ji Şêroyî çêtir ji keça xwe re bibînin, lê hêj keça min ya biçûk e û niha ne jina bermala ne û hêj wê xwendina xwe bi dawî ne aniye. [1921 hirori_kur] Şêroyî biryara xwe stand û kaxezek ji dayika xwe re şand û kaxezek bo Nazenînê jî pê re bû û di kaxeza xwe de bo dayika xwe, jê xwestibû ku ew, wê kaxezê bigehîne destê Nazenînê û bersiva wê bi destê xwe bo wî bîne. [1922 hirori_kur] Di kaxeza xwe de bo Nazenînê ev çende jî nivîsî bû: [1923 hirori_kur] »Nazenîn! [1924 hirori_kur] Min her tu viyayî û her tu divêyî û ez pir ji dil hez ji te dikim, lê ez naxwazim serê te bi arêşe û gîr û girift û sergêjiyên xwe ve mandî bikim. [1925 hirori_kur] Ez hez dikim, eger min jinek hebe, tu ew jin bî, lê ez te naxapînim û rastiyê ji te re dibêjim ku ez nikarim ji te re çi mala dabimezrînim. [1926 hirori_kur] Min, niha, çi serekaniyek nîne ku pereyek jê bihête nav destên min û pê bikaribim malekê rabigirim. [1927 hirori_kur] Ya pêşmergetiyê jî, min ev rêye ji xwe re hilbijartiye û hindî ez yê saxb im û hindî pêwîstiya gelê min bi pêşmergetiyê û her rengekê dî yê xebatê hebe, ez dê li ser berdewam bim. [1928 hirori_kur] Ez dê li vir pir dilxweş bim eger tu wê hilbijêrî ya ku ji te re çêtir e û bawer bike tu çi hilbijêrî, ez dê pê kêfxweş û şad bim. [1929 hirori_kur] Eger tu bi min û jiyana min û rewşa ez tê de razîbî û tu birayarê didî ku şû bi min bikî, divêt tu bizanî ku dê jiyana me pevre jiyaneka sext û dijwar be û xweşbûn û nexweşbûna wê girêdayî pirsgirêka gelê me ye û çawatiya paşeroja wê.« [1930 hirori_kur] Şêroyî, pir ji dil dixwest, careka din peywendiyên xwe bi Nazenînê re nû bike, lê bersiva kaxezka wî ne hat û bi dîtina Şêroyî nehatina bersivê û bê dengiya wê nîşan bû li ser guhertinekê di helwêstê Nazenînê de, nîşan bû li ser nerazîbûna wê li ser wê paşeroja ku şûkirineka weha wê pêrgî wê dike. [1931 hirori_kur] Carna jî, Şêroyî digote xwe; dibe ku hê dayika min ne çûbe Mûsilê cem wan û lewma jî bersiv ji cem wê ne hatiye. [1932 hirori_kur] Û digote xwe; eger hê wê axiftina xwe digel çi kesekî ne gotibe û bi min û vê jiyana min razî bibe, ez dê her di cih de xazgîniyan bişînim mala wê û dê zû daweta xwe bikim. [1933 hirori_kur] Şêroyî hizra hindê jî dikir ku dergehekê jiyanê biqute bona ku pê bikaribe wê nûmala xwe pê rabigre û kirîn û firotina pertal û kincan hate ber hizra wî. [1934 hirori_kur] Wî di nav xwe de pilanek danî ku çend pereyî ji kesekê niyas û pêçêbûyî qer bike û pê dest bi wî karî bike û di ber re jî arîkariya pêşmergeyan di bersîngirtina êrişên dagîrkeran de bike. [1935 hirori_kur] Çend rojekên din bi ser ve çûn û dayika wî hate seredana wî. [1936 hirori_kur] Dayik, wê carê ne weku carên din bi dîtina wî ya kêfxweş bû, Şêroyî weha fêm kir. [1937 hirori_kur] Li dema ku Şêroyî berê axiftinê pê re wergerandî bo ser pirsa xwe û Nazenînê, yekser û bi yekcarî xulkê dayika wî têkçû û çav lê sorbûn û kizgiryokê hefka wê girt û berda girî. [1938 hirori_kur] Di wê gavê de dinya li ber çavên Şêroyî tarîbû û çirîseyê serê wî girt û bi dengekê lerizî ji dayika xwe pirsî: [1939 hirori_kur] Te xêr e dayê!? [1940 hirori_kur] Çima tu digirî ? [1941 hirori_kur] ew çi xulî ye bi serê me werbûye, ka ji min re bibêje? [1942 hirori_kur] Kurê min, serbarê min, Nazenîn nemaye, Nazenîn miriye, ev xebera dayikê di girî û rondikên wê de têkel bûbû. [1943 hirori_kur] Wê gavê, te digot qey destekê hesinî dilê wî girt û givaşt û ji sîngê wî anî derê. [1944 hirori_kur] Mir!? [1945 hirori_kur] bi tingijîn ji dayika xwe pirsî. [1946 hirori_kur] Kî mir? [1947 hirori_kur] Nazenîn!? [1948 hirori_kur] Eve tu çi dibêjî, ma tu dînbûyî? [1949 hirori_kur] Nazenîn mir?! [1950 hirori_kur] Çima? [1951 hirori_kur] Çawa? [1952 hirori_kur] Di gel van peyvên xwe kete di nav xirîqêneka girî ya xendiqî de. [1953 hirori_kur] Dayika wî ew bi girî û rondikên wî ve himbêz kir û di ber wê semfoniya xemgîn ya girî û hinavsotina xwe herduwan de, ew, ya ku qewimî ji kurê xwe re vegêra: [1954 hirori_kur] Li kûlana pişt mala wan çend Misriyekan tenûrxaneyeka nanî vekiribû. [1955 hirori_kur] Tenûrxane gelek nêzîkî mala wan bû, lewma Nazenîn, her roj spêdeyê zû, diçû wê tenûrxaneyê û nanê gerim ji wê derê dikirî. [1956 hirori_kur] Spêdeyekê, ji her roj zûtir, Nazenîn çû nanî û nezivirî ve. [1957 hirori_kur] Hindî dayik û bab û kes û kar lê geriyan lê bi ser hilnebûn û çi jê nezanî. [1958 hirori_kur] Dûre, piştî çend rojekan, polîs bi ser rastiyê hilbû. [1959 hirori_kur] Dema wê spêdeyê Nazenîn çûye nanî hê zû bû, ji bilî wê çi kesekê dîtir li wir nebû, bes du nanevanên Misrî li wê derê bûn. [1960 hirori_kur] Wan agirê tenûrê xweş dikir û hevîr dikire girik. [1961 hirori_kur] Zivistan bû û li derveyî tenûrxaneyê baran dibarî û sar bû. [1962 hirori_kur] Wan herdu Misriyan ew bangî hundurê tenûrxaneyê kir bona ku xwe gerim bike heta nanî li tenûrê didin. [1963 hirori_kur] Nazenîn jî li ber baranê terbûbû û ji dilekê sax guhdariya wan kir û kete hundurê tenûrxaneyê. [1964 hirori_kur] ku pêyên wê ketine nav tenûrxaneyê de, her derhal, yek ji wan nanevanan destên wê digire û yê din bi pateyekî devî lê digire bona ku deng ji ber dernekeve. [1965 hirori_kur] Zû û hê kes li wê derê xuyanebûyî, yekî ji wan dergehên firnê, xepengên wê , anîn xwarê û ji nav de girtin. [1966 hirori_kur] Herdu tadariyê li Nazenînê dikin û piştî wan xwe pê rehet kirî, wan nizanibû çi lê bikin û wan ne dixwest wê berela bikin jî, ji tirsa neku ya wan kirî ji devê wê derbikeve. [1967 hirori_kur] Evca, bona ku ew xwe ji wê xelas bikin, radibin wê dikujin û bona ku ew xwe ji kelexê wê xelas bikin, wê dihavêjin di tenûreka agirê wê baş şaryayî de. [1968 hirori_kur] Piştî gelek vekolîn û peyçûnan, gumana polîsî kete ser tenûrxaneyê û Misriyan. [1969 hirori_kur] Ji gotinên cîranan xuyabû ku tenûrxane ji hemû rojan derengtir hatibû vekirin. [1970 hirori_kur] Diyarbû ku ew mijûlî kelexê wê yê sotandî bûn û ji tenûrê derxist û xiste di nav gînîkekî de û bir û li çolê hişt. [1971 hirori_kur] Polîsî qedeka pateyî ji fîstanê wê û çend qupçikek ku ji fîstanê wê ketibûn di tenûrxeneyê de dîtin. [1972 hirori_kur] Dayika Nazenînê ew qeda pateyî û qupçikên polîsî nîşa wê dayîn yekser nas kirin û weha polîs piştrast bû ku wan Misriyan ew kar kiriye û ew girtin û paşî kelexê wê yê li çolê avêtî di gînîkî de jî dît. [1973 hirori_kur] Eva Şêroyî guh lê bûyî, cîhan li ber çavên wî serêk û binêk kir. [1974 hirori_kur] Wê rojê ji biçûkan xerabtir berda girî û rondikên xwe bi merdî rijandin. [1975 hirori_kur] Xeyidîn û tingijîna wî ya bê sinûr bû, her tiştekê ku dihate ber devî digot »de were tadariya be’isiyan bi xwe ji mer re bes ne bû, rabûn Misrî anîn û berdane can û giyanê me, ma ew hatine vir ji bona pariyekê nanî û pereyî yan ji bona ku destdirêjkarî û tadariyan bikin.!?« Şêroyî soz da xwe ku piştî Nazenînê jin lê heram bin. [1976 hirori_kur] Êdî Bêwarî û Nermînê jî qala jinanînê li cem wî nekir bona ku birîna wî kûrtir lê nebe. [1977 hirori_kur] Piştî çend rojekan û ji bona ku xwe ji bîr vebike, Şêro ji gundê Kanîmezinê diçe Kanîbelavê ji bo seredana hevalên xwe Newzad û Rêberî. [1978 hirori_kur] Herdu ji Bamernê bûn û xizmên dayika wî bûn û hevaltiya wî bi wan re qayim û xweş bû. [1979 hirori_kur] Newzad û Rêber ji leşkerê Iraqê reviyabûn û li Kanîbelavê akincîbûbûn û wan di bergiriya millî de kar dikir. [1980 hirori_kur] Herdu hevalan, Şêro di nava gundî de û li dewr û berên gundî gêrand û çûn cem hevaline din jî. [1981 hirori_kur] Êvarê dereng Newzadî û Rêberî odeya xwe ji wî re hişt û ew bi xwe çûn mizgeftê, ji ber ku wê şevê nobeya wan bû di bergiriya millî de û bingehê vecemyan û raketina nobedaran mizgeft bû. [1982 hirori_kur] Şêro jî kete ber kapkê radyoyê û guhdariya nûçe û deng û basan û programên cur bi cur yên çend êzgeyan kir. [1983 hirori_kur] Bûbû dereng û xewê xwe di çavên wî de wer dikir dema ku dergeh vebûyî û Rêber bi elemtirîka xwe ve xuyabûyî û piştî bi jorkeftî kesekê din jî piştî wî hate jor. [1984 hirori_kur] Eve Mehemed e, îşev mêvanê me ye, Rêberî mêvan bi Şêroyê ku digel dengê dergehvebûnê rûniştî ser cihê xwe, da nasandin. [1985 hirori_kur] Îro ji Duhokê hatiye, ji serbaziyê fîlarbûye û dixwaze bibe pêşmerge. [1986 hirori_kur] Mizgeft ya tijî ye û cih tê de tuneye. [1987 hirori_kur] Bila ev şeve mêvanê me be û em wî subehî bi rê dikin komîteya deverê. [1988 hirori_kur] Piştî Rêber çû, Şêro çendekê bi mêvanî re peyivî û paşî herdu raketin ser cihên xwe û nivistin. [1989 hirori_kur] Di wextekî de Şêroyî ageh ji xwe hebû, her weçku dengek hatê. [1990 hirori_kur] Serê xwe bilind kir û guhên xwe baş veçinîn, dibîne ku deng ji mêvanî tê. [1991 hirori_kur] Xuya bû ku kabra ji ber xew diaxift. [1992 hirori_kur] Lê tiştê Şêro mendehoşkirî ew axiftina mêvanî bi xwe û dubarekirina wî bo eynî axiftinê bû. [1993 hirori_kur] Axiftina wî gelek bi hevre girêdayî bû. [1994 hirori_kur] Wî di axiftina xwe de qala tiştekê pir nihînî dikir; wî digot: [1995 hirori_kur] Belê, divêt ez subehî biçim komîteya deverê. [1996 hirori_kur] Roja pêncşembî biçim bo bin cadeyê, wî çekî û lasilkiya di bin axê de veşartî bînim derê. [1997 hirori_kur] Ez, divêt vê pilanê, her weku hatiye danan, bi cî bînim. [1998 hirori_kur] Hêriş jî wisa bête kirin ku kes pê nizanibe ku ez pê re me. [1999 hirori_kur] Belê, karê min ew e ez şerî di nav pêşmergeyan bi xwe de, di deverên bin kontrola wan de, peyda bikim. [2000 hirori_kur] Karê min ew e baweriya xelkê bi pêşmergeyan sist bikim û wan li ber yekudu bikim dijmin û neyar. [2001 hirori_kur] Divêt, ew kes bi cilên pêşmergeyan biçin telba wan kesan bona ku guneha kuştina wan bikeve di stuyê pêşmergeyan de û dê bes bi wî rengî pilana ji min re hatiye çêkirin hête bicîanîn. [2002 hirori_kur] Heta berê spêdeyê xew bi çavên Şêroyî nekeft. [2003 hirori_kur] Hêşta dinya baş zelal nebûyî Şêro ji nav ciha rabû û karê xwe kir û agir, di kuçkê li ber derî de xweş kir û paşî çaydankê avê deyna ser. [2004 hirori_kur] Guhdariya radyoyê kir û tovê çayê xiste di nav ava kelyayî de, çaydank ji ser agirî rakir û danî nêzîkî pelan bona ku hêdî hêdî, li ser xwe, bimixmixe û demê xwe bigire. [2005 hirori_kur] Di wan delîveyan de Newzad û Rêber jî vegeriyan mal. [2006 hirori_kur] Berî ku ew mêvanî ji xew rabikin bona ku pevre sertêştê bixwin, Şêroyî ew herdu birin bo pişt malê ku dengê wan neçe mêvanî eger ne yê nivistî be û ya wî bi şev ji devê mêvanê nivistî bihîstî ji wan re got. [2007 hirori_kur] Lê herduyan got Şêroyî ku ev ne tiştekê li ber aqil e ku rast be û wan gotê ku mirovine wilo hene ku ji ber xew diaxivin û ew nayê wê maneyê ku ew axiftin û gotinên wan rast in û nabe mirov pê bawer bike. [2008 hirori_kur] Şêroyî ev şirovekirina wan ne pejirand û gote wan ku ew bawer nake ku ev kese yê vala û paqij be û her serek di bin vî kumî de ye. [2009 hirori_kur] Lê ji ber dakokîliserkirina Şêroyî, hersê li ser hindê pêkhatin ku ji mêvanî re qala axiftina wî ya ji berxewê nekin û piştî ku Şêro çayê û têştê bixwe û berî ku mêvan bi rê bikeve, Şêro yekser biçe komîteya deverê û digel birêveberên komîteyê li ser vê pirsê biaxive. [2010 hirori_kur] Yên li komîteyê jî bawer jê nekir û gotinên wî bi tiştekê ji çêkirina endêşeyî zanîn. [2011 hirori_kur] Xwe, piştî ku wan navê wî kesî û ka şiklê wî yê çawa ye ji Şêroyî bihîstê, yekî ji endamên komîteya birêveber got: [2012 hirori_kur] Ez bawer dikim dê ew Mehemed be; endamê rêxistineka me ya nihînî li bajarê Mûsilê. [2013 hirori_kur] Şêro bi wê gotinê yekcar tore bû û bi komîteyê re bi cirre çû. [2014 hirori_kur] Serokê komîteyê gote Şêroyî: [2015 hirori_kur] Tu, hindî pirtûk û çîrokan dixwînî, evca li cem te, jiyana rastîn digel xewn û fantasiya di wan pirtûkan de tevlihevbûye. [2016 hirori_kur] Şêroyî xatra xwe ji wan xwest û ji odeya komîteya kargêr derkeft, lê ne çû, xwe ligel pêşmergeyên komîteyê mijul kir, li benda ku ew kabra bihêt û bizanibe ka dê reftara komîteyê digel wî çi be. [2017 hirori_kur] Piştî çendekê Mehemed hat û digel pêşmergeyekî axift, pêşmerge kete hundurê odeya komîteya kargêr û piştî ew derkeftî, wî tiştek gote Mehemedî û Mehemed çû bo nav odeya komîteya kargêr. [2018 hirori_kur] Ew demeka xweş ma di wê odeyê de, paşî ew û berpirsyarê beşê rêxistinê derkeftin û wan pevre piyase kir. [2019 hirori_kur] Piyaseya wan gelek ne vekêşa, ji ber ku balafirên iraqî hatin hindav baregehê komîteyê û bombeyên xwe bi ser wan de berdan. [2020 hirori_kur] Cihê komîteyê pir asê bû, geliyekê kûr û dewr û berên wî çiyayên bilind bûn, ji ber hindê jî çi ziyan negehiştin çi kesekî di hundurê baregayî de. [2021 hirori_kur] Piştî balafir çûn, pêşmerge xuyabûn ve û ew topbarankirin li cem wan tiştekê normal bû. [2022 hirori_kur] Serê Mehemedî jî diyarbû ve, ji veşargehê derkeft. [2023 hirori_kur] Veşargeh hatibûn çêkrin lê çi pêşmergeyan xwe tê de nediveşart, hinekan ji mêrxasiya xwe, xwe ndiveşart û hinekan jî ji şerma hevûdu. [2024 hirori_kur] Şêroyî viya xwe nêzîkî wî bike bona ku jê bizanibe ka wî çi li ber e bike û dê li kûderê şeva xwe derbas bike, Lê, Şêro yê pişt rast bû ku komîteyê jê re qala ji berxew axiftina wî kiriye û bê guman heke wan ew jê re kiribe, ew dizane ku Şêroyî ew xeber gihandiye guhên komîteyê. [2025 hirori_kur] Lewma Şêroyî xwe nêzîkî wî nekir, lê xwe li ber wî û livînên wî vena. [2026 hirori_kur] Piştî bîstekê pêşmergeyekî ew kabra da digel xwe û çûn bo nav gundê »S« û qesta mala xaleta Miryem kir. [2027 hirori_kur] Şêro li pey wan bû û ew weha li pişt wan diçû ku ew wî nebînin. [2028 hirori_kur] Şêroyî dostîniyeka pir qayim digel xaleta Miryem û mêrê wê hebû û wan gelek hez ji Şêroyî dikir. [2029 hirori_kur] Xaleta Miryem ne bes di gundê xwe de, lê di nav hemû pêşmergeyên deverê û di deverê de naskirî bû û malbat ne bi navê mêrê wê, lê bi navê wê dihat nasîn. [2030 hirori_kur] Heta kurê wê jî; bi kurê Miryema Îboyî di-hat naskirin. [2031 hirori_kur] Dibe ew jî ji hindê hatibû ku xaleta Miryem jineka bi cerg û zîrek û dilovan bû û di mala xwe de û di mêvandariyê de pir merd bû û jineka têgehiştî û xwedî gotina xwe bû û sedema ji hemûyan jî mezntir ew bû ku wê, xwe ji zilaman kêmtir nedidît û di welatparêziya xwe de bi qasî deh zilaman xizmet dikir. [2032 hirori_kur] Demekê dirêj pêve ne çû û xaleta Miryem hate derê, bona ku çaydankê avê dabine ser agirê di kuçkî de û çayê ji mêvanan re çê bike. [2033 hirori_kur] Şêroyî xwe zû vê re gihand û piştî silav û pirsyara saxî û silametiya hevudu Şêroyî gotê: [2034 hirori_kur] Xalet, evro karekê min bi te heye lê nizanim ka tu dê çawa arîkariya min bikî. [2035 hirori_kur] De ka kurê xaletê bibêje ka ew çi xilmet e, heke ji dest min bêt wey li ser kulovanka serê xaletê. [2036 hirori_kur] Şêroyî jî mesele ji serî heta binî ji xaletê re got. [2037 hirori_kur] Xalet bêhnekê ma bê deng, qey hizra xwe di wê çîroka Şêroyî de dikir û paşî ji nişkan ve got: [2038 hirori_kur] Şêroyê delal, te ya rast bivêt, divêt mirov zû baweriya xwe nede mirovekê weha, heta mirov bi ser rastiya wî hilnebe. [2039 hirori_kur] Tu xemê jê nexwe, hindî ew li gundê me be, dê bi rêya jin û zarokên gundî, hemû livîn û hatin û çûn û axiftinên wî bigehin min, ku tiştekê bi guman tê de be, ez dê zû nûçeyekê bigehînim te, lê tu van rojan li Kanîmezinê be, bona ku ez bikaribim, di wextê pêwîst de, peywendiyê bi te re dabinim. [2040 hirori_kur] Di baregehê pêşmergeyan jî de, dê neviyê min Semed, zêrevaniyê lê bike û dê nûçeyan li ser wî, ji wê derê jî bigehîne min. [2041 hirori_kur] Weha baş e, bi dilê te ye? [2042 hirori_kur] Her ji me re sax û jîdirêj bî, Şêroyî weha spasiya wê kir. [2043 hirori_kur] Ew roj duşembî bû ku kabra hatibû komîteyê û heta roja pêncşembî çi tiştekê weha ne kir ku bibe cihê gumanê. [2044 hirori_kur] Roja pêncşembî û ji ber ku Şêro, hew dikarî xwe bigire, ew bi xwe hate baregehê komîteyê, bona ku ji nêzîk ve zîrevaniyê li wî Mehemedî bike. [2045 hirori_kur] Wî Mehemedî, di wê şevê de, ku li cem Şêroyî jiberxew axiftibû, gotibû ku dê di roja pêncşembî de tiştekî bike û ew li bîra Şêroyî bû û lewma jî, ew wê rojê, bi xwe hat wê derê û xwest bi xwe kontrola wî bike. [2046 hirori_kur] Bû nîvro û Mehemed ji baregehî ne derkeft, Şêroyî gote xwe »dibe ku êvareka dereng ji baregehî der bikeve, bona ku çaxê ku diçe bo bin cehdeyê, kes wî nebîne ». [2047 hirori_kur] Lê êvara derng hat û şeva tarî jî xwe da dû û kabra ji wî baregehî ne derkeft û bi çi rexan ve ne çû. [2048 hirori_kur] Hemca, Şêroyî xwe bi hindê qayil kir ku dibe bi şev dereng xwe ji baregehî vebidize, yan jî wî pilaneka din hebe, yan plana wî hatibe guhertin, lewma ew nenivist û hemû şevê ma hişyar û çavên wî li wê odeyê bûn ya ku ew Mehemed tê de bû. [2049 hirori_kur] Lê Mehemed nederket û têr nivist. [2050 hirori_kur] Ew li dûrî pêşmergeyan, li cihekê, hebekê veder nivist, bona ku eger jiberxew axift çi kesekî guh li axiftina wî nebe. [2051 hirori_kur] Çunkî wî pirsa Şêroyî û bihîhstina wî bo jiberxew axiftina wî zanîbû û ew ji hingê were li xwe agadar bû û bi taybetî di çax û cihê nivistinê de ku bi çi kesekî re, di yek odeyê de nenive. [2052 hirori_kur] Dema Şêroyî dîtî ku kabrayî. [2053 hirori_kur] li gor wê axiftina xwe ya jiberxewê kirî nekir, ew sist û xav bû û gote xwe »dibe ku ew axiftina wî, hema bi rastî, jiberxewaxiftin be û bes û çi ser dibin wî kumî de nebin«. [2054 hirori_kur] Evca, wî biryar da ku dev ji zêrevanîkirina wî kesî ber bide û bizivire ve Kanîmezinê. [2055 hirori_kur] Ew di rêya vegerê de, berî ku ji gundî derbikeve, hevrûşî xaleta Miryem bû û piştî ku wê dîtî ku ew naxwaze zêdetir li pey wî kesî biçe, wê ew lêvekir û gotê: [2056 hirori_kur] Dibe ku wî zanîbe yan gumana wî çûye ser hindê ku tu li dûf wî yî û dixwazî rastiya wê jiberxewaxiftina wî bizanî û ji ber hindê biryara xwe daye ku rojê biguhere û li şûna pêncşembî bike eynî. [2057 hirori_kur] Evca te xwe heta niha girtiye, xwe evro jî li ber vene, ka dê çi jê derbikeve. [2058 hirori_kur] Gotina xaletê bi mejiyê wî ve nûsiya, evca wî xwe da rexekî, li hindav rêyê, li benda kabrayî, ka dê kengî der bikeve, da ew bikeve pey û bizanibe ka dê çi bike. [2059 hirori_kur] Xaleta Miryem çû mal, nanek û hinek penîr di nav de, jê re anî û ew li wê derê bi tenê hişt. [2060 hirori_kur] Bû êvar û Şêro pir bêzar bû û ji bê hêvîbûnê rabû ser pêyan û xwest biçe mala xaleta Miryem bona ku tiştekî bixwe, lê careka din xwe nizim kir û xwe da pişt darekê, dema çavên wî ji nişkan ve bi wî Mehemedî ketîn ku ji bareghî der dikeve. [2061 hirori_kur] Ew ji geliyî, ber bi xwarê dihat û yê bi lez bû. [2062 hirori_kur] Şêroyî da dû wî, lê ne rê û rê, ji bona ku Mehemed pê nizanibe ku Şêro li pey wî ye. [2063 hirori_kur] Heta ew gehiştine gundê Çimbilkê û di gundî de kabra li ber çavên Şêroyî berzebû. [2064 hirori_kur] Şêroyî jî ne dixwest ew bi xwe lê bigere bona ku Mehemed wî nebîne. [2065 hirori_kur] Lewma çû mala hevalekê xwe û ew heval hinarte nav gundî bona ku bizanibe ka ew kes di gundî de ye yan na û eger li gundî be ka li kîj malê ye û gote hevalê xwe ka ew kes yê çawa ye û çi kinc li ber in. [2066 hirori_kur] Piştî nêzîkî nîv seetekê hevalê wî hat û gotê: [2067 hirori_kur] Kesek bi wî navî û wan navçav û bejin û cilkên ku te ji min re qalkirîn mêvanê Ahmoyê Keçel e. [2068 hirori_kur] Bi wê nûçeya hevalî Şêro ji hindê pişt rast bû ku kabrayî li ber e tiştekê xerab bike. [2069 hirori_kur] Heke ma dê boçî ji hemûyan bibe mêvanê Ahmoyê Keçel, yê ku bi xwe cihê gumanê bû. [2070 hirori_kur] Ew Ahmoyê Keçel yê ku hetanî berî salekê jî rênîşanderê leşkerê Iraqê li deverê bû. [2071 hirori_kur] Ew weku şehrezayekî, ku deverê, bi rê û gund û kunkunîşkên wê ve baş dinase, dikefte pêşiya hêzên dagîrker û ew di rêyên hêsan û veşartî de digehandin her ciyekê wan dixwest bigehinê. [2072 hirori_kur] Ew berî salekê hat deverê û xwe da dest pêşmergeyan û daxwaza lêborînê kir û wî xwe weku peşîmanekî anî pêş. [2073 hirori_kur] Xwe, dibe kesekê xinizkar yan kesekê çewtî kirîn pûşman bibe û li xwe vebigere û çeperê dagîrkerî û dijminê miletî bihêle û xwe bide aliyê miletî û dev ji kar û kiryarên xwe yên xerab berbide, Şêroyî weha hizir kir. [2074 hirori_kur] Lê bi ya şêroyî, ew kes jî, ji qesta ne hatiye deverê û her tiştek di bin wî de ye. [2075 hirori_kur] Her ji destpêka hatina wî Ahmoyî bo deverê, Şêroyî ew têbîniyên xwe gihandibûn berpirsên pêşmergeyan li deverê. [2076 hirori_kur] Li ser wî babetî û vekolîn û peyçûnên Şêroyî yên prîvat, di navbera Şêroyî û wî hevalê wî de bû gêngaşe: [2077 hirori_kur] Bes heval şêro, ez dibêjim ev ne karê te ye, lê karê van hêz û parta ne, ku dever di destên wan de ye, wî hevalî ev têbîniya xwe xiste berdemê Şêroyî. [2078 hirori_kur] Pismam, ez di vî warî de bi te re me. [2079 hirori_kur] Ew hêz û part berpirsyarên yekemîn in li hember her pirsekê li deverê, çi negativ û çi pozetîv be, Şêroyî dîtina xwe diyar kir. [2080 hirori_kur] Lê ev nabe egera hindê ku em bi hindê bes bikin û çavên xwe li ser ya diqewime biniqînin. [2081 hirori_kur] Bi dîtina min, berûvajî wê, divêt her hevwelatiyek ji me, xwe bi berpirs bibîne û bi taybetî di rewşa me ya evro de. [2082 hirori_kur] Ev tiştekê giştî ye, ez ji hestpêkirina xwe bi berpirsyariya xwe ya nîştîmanî pê radibim. [2083 hirori_kur] Ji ber ku xerabkarî di deverê de ne bes part û hêzên wan yê çekdar pêrgî xeteran dike, lê me hemû rûniştivanên deverê tûşî wan xeteran dike. [2084 hirori_kur] Lewma ez nabînim ku ez tiştekê xerab dikim. [2085 hirori_kur] Vajî wê, eger her kesek li cihê xwe, xwe bi berpirs bibîne û xemê ji wê berpirsyariya xwe ya nîştîmanî û millî û komelayetî bixwe dê rewşa me sedcarkî çêtir bibe. [2086 hirori_kur] De şêro, manê tu dê her xwe bi yê heqdar derxînî, bila bi ya te be. [2087 hirori_kur] Lê ez dibînim pêwîst e ku komîteya deverê pê bizanibe, çêtir e. [2088 hirori_kur] Tu rast dibêjî, lê problem di hindê de ye, heke ew pê bizanin, ne dihêlin ez pê rabim û ne jî ew tiştekî dikin, Şêroyê weha bersiv da. [2089 hirori_kur] Wî xwest wî hevalî qayil bike ku tiştê ew dike ne karekê çewt e û eger başî tê de nebe, her xerabî tê de nîne, lê ya bi zehmet bû. [2090 hirori_kur] Ew hevalekê wî yê nêzîk bû û guhdariya Şêroyî dikir û mirovekê dilsax bû, lê pir sade bû jî. [2091 hirori_kur] Şêroyî baş dizanî ew heval dê raportekê li ser wê livîna wî bide komîteya deverê ya parta xwe, lê hêviya Şêroyî ew bû ku ew karê xwe biqetîne hê wî ew nûçe negihandî komîteyê. [2092 hirori_kur] Xaniyê Ahmoyê Keçel hinekê ji gundî veder bû, li hemberî derê wî xanî darmazî pir bûn. [2093 hirori_kur] Şêroyî xwe di nav wan daran de, li hember derî mit kir, li benda wî Mehemedî, ka dê kengî der bikeve. [2094 hirori_kur] şevê perdeya xwe bi ser gundî de dahêla û filfil kete qona diz û hîzan. [2095 hirori_kur] Di gel taryatiyê deriyê xanî vebû, ronahiya elemtirîkekê di destekî de hate derê, Şêro ne yê dûr bû û zanî ku yê ronahî di destî de Mehemed bû û kesekê din jî derkeft, lê şêroyî nas nekir û paşî Ahmoyê Keçel jî hate derê. [2096 hirori_kur] Wan hersêyan da rê û ber bi cehdeyê çûn û Şêro kete pey wan. [2097 hirori_kur] Pireka biçûk, qesîseyek, di cehdeyê de hatibû çêkirin bona ku ew ava ji aliyê din tê derbasî vî aliyî bibe. [2098 hirori_kur] Hersê li ber wê pirê rawestiyan. [2099 hirori_kur] Şêroyî ew dîtin, daçemyan û livlivîn û di tiştekî de xebitîn. [2100 hirori_kur] Li cem Şêroyî bû mereq bizanibe ka ew çi dikin, lewma xwe bi hêwaşî û bi dizîkî ve nêzîkî wan kir. [2101 hirori_kur] Hewil da ji pişt wan darên ku wî xwe li pişt veşartî berê xwe bide wan, lê hemca nikarî di wê taryatiyê de wan baş bibîne û bizane ka ew çi dikin. [2102 hirori_kur] Lê dengê wan baş hate guhên wî, ev suhbete dihate kirin: [2103 hirori_kur] Ma min negot we, her weku wan gotiye min, eve ew hemû tişt, di vê çalê de. [2104 hirori_kur] Eve deh klaşînkof, bîst narincok, du arpîçî, yek dezgehê bêtel, çwar debance û gulleyên wan. [2105 hirori_kur] Panê divêt pilan jî pê re be! [2106 hirori_kur] Rawestin da em baş lêbigerhin, ha eve kaxezek.... hema ew bi xwe ye... eve pilan jî. [2107 hirori_kur] Vêca em dê çi kin? [2108 hirori_kur] Hêşta heşt kesên din jî mane, ew jî dê bihên û bigehin me. [2109 hirori_kur] Subehî dê bigehin gundê Dehê û divêt ew duzba li vê derê bin. [2110 hirori_kur] Bes hosa bi aşkirahî, heşt kes li gel yek bêne gundî dê me aşkira bikin. [2111 hirori_kur] Yek, ew pevre nahên, lê dê kit kit yan cot cot bihên. [2112 hirori_kur] Ya duwê jî, ew kes dê weku bazirganan bihên û dewar û tiştên firotinê jî bi wan re hene. [2113 hirori_kur] Em, her duzba ku ew gehiştin, dê bi kiryara xwe rabin. [2114 hirori_kur] Ew, roja dîtirê bi roj, dê mijûlî kirîn û firotinê bibin û weha gumana çi keskî nakeve ser wan. [2115 hirori_kur] Baş e, te pere ji bo me bi xwe re anî ne? [2116 hirori_kur] Bêguman û çek jî, we çend bivêt dê bigehe dest we û hema di navbera me de bimîne, hûn dişên hinekê ji çekî jî ji xwe re bifiroşin û hindî em ji hukumetê bixwazin ew dê ji me re bişînin, lê eger hûn çekî bifiroşin, divêt hûn bifiroşin wan kes û terefên ku li dijî van hêzên mezin in. [2117 hirori_kur] Baş e, em nuke çi li vî çekî bikin û em kengî ji vê derê derxînin? [2118 hirori_kur] Em dê subehî hên û çekî bibin gova dewarên min. [2119 hirori_kur] Ahmoyê Keçel axiftina dûmahiyê kir û çavên Şêroyî vêketin ku ew ji cihê xwe livîn û ber bi wî hatin. [2120 hirori_kur] Wî xwe da aliyekî û xwe veşart. [2121 hirori_kur] Berê wan kete gundî. [2122 hirori_kur] Şêroyî xwe hinekê girt heta dîtî ku ew ji wî cihî dûr ketin, ji nû, ew ji cihê xwe livî û ber bi wî cihî çû, yê ku ew lê rawestiyabûn û suhbeta xwe lê dikir. [2123 hirori_kur] Şêroyî di wê tariyê de çavên xwe li wê derê gerandin, berê xwe dideyê, berekê mezin li ser axekê ye, ku nû hatiye radan. [2124 hirori_kur] Ber da rexekî û ax hilkola, darekê pehin hate ber, wî ew dar rakir, ji bin darî ve ew heşameta çekî kete ber çavên wî. [2125 hirori_kur] Şêroyî ji çavên xwe bawer nekir. [2126 hirori_kur] Yekser hizrek kete serê wî. [2127 hirori_kur] Careka din dar xiste ve ser çekî û bi axê nixafte ve û ber wergerande ve ser wê axê û berê pêyên xwe da gundê Çem Seyda. [2128 hirori_kur] Her zû Bêwar ji malê anî derê û bi ya dîtî û guhlêbûyî agadar kir. [2129 hirori_kur] Her di eynî gavê de, herduwan, du dewar bi xwe re anîn û hatin wî cihê çek lê veşartî. [2130 hirori_kur] Çek ji wê çalê anîn derê û xistine di nav cihalan de û hildane ser pişta wan dewaran. [2131 hirori_kur] Çal jî weku berê nixafte ve, lê berî ku axê rabidineve ser, Şêroyî berekê mezin xiste di çalê de û sê narincok bi wî berî ve girêdan û xelekên wan wesa bi darê ji ser ve girêdan ku hema dar ji ser bête kişandin, ew xelekên narincokan biveresin û her sê narincok biteqin. [2132 hirori_kur] Wan ax rada ve ser wî darî û ew ber danî ve ser û çekê xwe di wê şevê de anî Çemseyda. [2133 hirori_kur] Çek di odeya qûtî, di xaniyê Bêwarî de veşart. [2134 hirori_kur] Roja din, êvarî, herdu ji mal derkeftin û wan berê xwe da wî cihê ku çek jê anîbû bona ku bizanibin ka ew xwediyên çekî dê çi bikin. [2135 hirori_kur] Berî ku ew ji gundî der bikevin, hevalê wan yê caran, Segvan xuyabû. [2136 hirori_kur] Piştî ku çûne ser û stuyê hevudu û piştî silav û pirs û pirsyaran, diyarbû ku Segvan hatibû bona ku wan bi xwe re bibe daweta xwe. [2137 hirori_kur] Piştî çend deqîqeyekan Şêroyî gote Segvanî: [2138 hirori_kur] Erê Segvan tu mandî yan te pêwîstî bi bêhinvedanê nîne? [2139 hirori_kur] Ez û mandîbûn, Segvanî got. [2140 hirori_kur] Bes ji bo çi tu vê pirsyarê dikî? [2141 hirori_kur] Eger tu xîret bikî tu jî digel me were heta bin cehdeyê, Şêroyê pêşniyar kir. [2142 hirori_kur] Xêr e çi heye?! [2143 hirori_kur] Segvanî bi mendehoşî pirsyar kir. [2144 hirori_kur] Ez dê bi rê ve ji te re bibêjim, Şêroyî got. [2145 hirori_kur] Pêwîstiya me bi te heye, bona ku tu jî bibî bîner li ser rastiyekê [2146 hirori_kur] Wî bi rêve hemû mesele ji serî heta binî ji Segvanî re got. [2147 hirori_kur] Hersê çûn û xwe li cihekê nepenî, li ser rêyê, li ber wê destekê vena. [2148 hirori_kur] Êvarî dereng du kes xuyabûn, hatin û di ber cihê wan yê nepenî re derbasbûn. [2149 hirori_kur] Şêroyî niyasîn; Mehemed û ew kesê din yê ku şeva berê pê re bû, lê Ahmoyê Keçel ne bi wan re bû. [2150 hirori_kur] De rabin, wext e em biçin û dizên xwe li ser devê çalê bigirin, Segvanî bi xwîngermî got, dema wî dîtî ew kes nêzêkî wî erdî bûn, yê ku Şêroyî destê xwe dirêjkiriyê. [2151 hirori_kur] Nexêr, bila ew û şansa xwe bin ka dê çi ji çalê înin derê, Şêroyî weha got û mêzekire Bêwarî. [2152 hirori_kur] Hê Şêroyî axiftina xwe bi dawî neanî û di wê gavê de ku herdu kesan; Mehemedî û yê pê re dixwest depê li ser devê çalê rabikin, dengê peqînekê hat, ji tirsa, hêstirên herduyan teqiyan û paşî dengê nalenalekê ji hêla wê çalê ve hat û dûre mitî û bê dengî. [2153 hirori_kur] Segvanî ev hemû fêhim nekir ji ber ku wî nizanibû ka Şêroyî çi kiriye, lewma pirsyar kir: [2154 hirori_kur] Eve çi bû? [2155 hirori_kur] Bira ez negehiştim ji te re qala kiryara xwe ya duhî bikim, Şêroyê xwest pirsê li ber Segvanî ronî bike. [2156 hirori_kur] Min û Bêwarî şivêdî çal valakiriye û me çekê tê de bar kiriye û di mala Bêwarî de hilgirtiye. [2157 hirori_kur] Û me sê narincok bi depê ser devê çalê de asêkiribûn, bi awayekê weha ku digel rakirina wî depî ji ser devê çalê, xelekên wan narincokan jê biveresin û narincok bipeqin. [2158 hirori_kur] Eve pişka yekê ji pilana me bicî hat û bila kelexên wan herduyan li cihê xwe bin heta spêdeyê serbazên iraqî tên û wan dibin. [2159 hirori_kur] Niha rabin da em biçin Ahmoyê Keçel bigirin û wî û çekên me şivêdî birîn bibin û bidin dest komîteya deverê. [2160 hirori_kur] Li wî çaxê ew ji cihê xwe livîn bona ku biçin bo gundê Çimbilkê pêjnek hate guhên wan. [2161 hirori_kur] Wan careka din xwe di cihê xwe de veşart, ew seh dikinê ku Ahmoyê Keçel e. [2162 hirori_kur] Segvanî xwe peyt kir bona ku biçeyê û wî bigire lê Şêroyî ew kêşa ve cem xwe û gotê: [2163 hirori_kur] Xwe bigire bila ew biçe ser çalê û bila bizanibe ka çi qewimiye. [2164 hirori_kur] Ahmo nêzîkî çalê bû û gelek pêve neçû, bêhin maliqbûyî û pir tirsiyayî vegeriya û hê du sê pêngav nehavêtîn grupeka çekdaran li ber xuyabû û lê kire qêrî: [2165 hirori_kur] Raweste û ji cihê xwe nelive heke me tu kuştî. [2166 hirori_kur] Şêro bi hevalên xwe ve man hêbetî û xwestin bizanin ka ew çi çekdar in. [2167 hirori_kur] Wan xwe pîçek ji cihê xwe livand bona ku bikaribin wê grupê nas bikin, lê wan hind xwe dît bi çekdarine din dormandorkirî ne, Şêroyî zanî ew pêşmerge ne, ji ber ku ew nas kirin û endamekî komîteya birêveber ya deverê jî bi wan re dît. [2168 hirori_kur] Eve çi ye?! [2169 hirori_kur] Şêroyî pirsyar ji wî endamê komîteya deverê kir. [2170 hirori_kur] We ji kûve zanî ku em li vir in? [2171 hirori_kur] Hema her ji wê gava te ji me re qala wî Mehemedî kirî û heta niha tu li bin kontrola pêşmergeyan de bûyî, endamê komîteya deverê bersiv da. [2172 hirori_kur] Boçî ez li jêr kontrolê bûm û ne ew? [2173 hirori_kur] Şêroyî pirsyar kir. [2174 hirori_kur] Çunkî me zanî tu dê her li pey wî kevî û dê her bi ser rastiya wî kabrayî hilbî û bi xêra te karê me jî hêsantir lêhat, endamê komîteyê peyivî. [2175 hirori_kur] Lê me nezanî ku te narincok bi depê ser devê çalê ve asêkiribûn heta me guh li peqînê bûyî û me guh li te bûyî tu ji Segvanî re qala wan dikî. [2176 hirori_kur] Heke me zanîba tu dê weha bikî, me wesa qebûl nedikir, ji ber ku te hem kuştin kir û hem jî te du kes ji dest me kirin, ku dibe me zanyarîne giring li ser peywendî û livînên wan li deverê ji wan standibana. [2177 hirori_kur] Ya kuştinê, min ew ne kuştine û wan bi xwe, xwe kuşt û ew bi xwe kujek bûn, Şêroyî berevanî ji xwe kir. [2178 hirori_kur] Wan li ber bû bi awayekê pilanekirî kuştinê bikin, ya zanyariyan jî, ew Ahmoyê Keçel di dest we de ye û eger hûn bixwazin hûn dikarin her zanyariyeka pêwîstiyeka we pê hebe ji wî bistînin, ji ber ku bi dîtina min ew e serê wan li deverê, Şêroyî weha berevanî ji xwe kir. [2179 hirori_kur] Ya rast em jî wê dizanin, ji berku duhî xeber ji rêxistineka me ya nihînî ji bajarê Duhokê gehişte me ku Ahmoyê Keçel dest digel hukumetê heye û sîxur gelek pûte didin wî. [2180 hirori_kur] Ew her wê şevê çûn mala Bêwarî û pêşmergeyan ew çek ji wir bir bo komîteya deverê û roja paştir ew heşt kesên din jî ji aliyê komîteyê ve hatin girtin. [2181 hirori_kur] Şêro û Bêwar roja dîtirê bi Segvanî re çûn wî cihê mala wî lê, bona ku beşdarî aheng û şehyana jinanîna wî bibin. [2182 hirori_kur] Di wê dawiyê de Şêroyî senga xwe xistibû ve ser xwendinê; xwendina her pirtûkeka diket ber destê wî, zêdebarî kovar û rojname û belavokên bi kurdî û erebî yên bi dest dikeftin. [2183 hirori_kur] Wî her wisa radyoyeka Filîps kirî û ji wê radyoyê guhdariya nûçe û deng û bas û programên cuda cuda yên înformatîv kir. [2184 hirori_kur] Wî, ji bilî êzgeyên partên kurdî, guhdariya BBC, Dengê Amerîka, Montîkarlo û radyoyine din dikir. [2185 hirori_kur] Wî dixwest, ji bilî wergirtina zanyariyên nû li ser babetên cuda cuda, bizanibe ka cîhan qala gelê Kurdistanê û pirsgirêka wî û ya bi serê wî dihêt dike yan na. [2186 hirori_kur] Dixwest bizanibe ka dengê gelê wî yê perîşan digehe derve yan na, ka çawa cîhan temaşayî Kurdistanê û doza wê dike. [2187 hirori_kur] Çaxê di nava wî de hizr û lênerîn û tişt diketine serêk û aviz dibûn û ne dikarî wan di nava xwe de bihêle hilgirtî, wî dest dida qelemî û ew berdidane ser kaxezan. [2188 hirori_kur] Belê, hêzeka mezin ew neçar dikir ku binivîse, ku ya di mejî û serê xwe de bi nivîsandinê vala bike. [2189 hirori_kur] Wî ji bilî bîr û bawer û lênerînên xwe yên taybetî li ser rûdan û bûyerên cur bi cur, her weha jî bûyer û carna jî dîmenên hûr ji devera rizgarkirî di defterên xwe de tomar dikirin. [2190 hirori_kur] Wî wê dawiyê ev nivîsî: [2191 hirori_kur] »Di vê dawiyê de Bergiriya Millî bi hejmara xwe ji pêşmergeyan pitir lêhatiye. [2192 hirori_kur] Piraniya Bergiriya Millî ew kes in yên ku nexwstine beşdarî şerê Iraqê û Îranê bibin û her weha ew pêşmerge ne yên ku nexwestine beşdarî şerê birakujiyê yan şerê xwekujiyê bibin. [2193 hirori_kur] Xwe ez jî di Bergiriya Millî de me. [2194 hirori_kur] Min duhî spêdeyê posteyek bire gundê (x). [2195 hirori_kur] Tiştê ez li wî gundî veciniqandim ew rewş bû ya gund tê de. [2196 hirori_kur] Gundî hemû li derê bûn; li kolan û serbanan. [2197 hirori_kur] Xem û tirs li ser navçav û livînên wan perçivî bû û ev axiftine bi ber guhên min ketin: [2198 hirori_kur] Ax ji derdê birakujiyê. [2199 hirori_kur] Tu dibêjî ew hevudu ne kujin? [2200 hirori_kur] Ma ez çi bibêjim, hêvîdarim wê bê aqiliyê ne kin. [2201 hirori_kur] Hey ho, hey ho, ma tu bo kê dibêjî? [2202 hirori_kur] Heke van dev ji vê hevrikatiya bê wec berdaba, heke wan ji bo xatira miletî û azadî û tenahiya wî yekgirtiba, halê me ev ne dibû û em di vê perîşaniyê de nediman û em jî da karin bi serbilindî bijîn. [2203 hirori_kur] Herê herê, heke em yekbana, da rejîma Bexda û yên din jî bo me hên ser çokan. [2204 hirori_kur] Xwe bab û kalan rast gotiye; eger kirmê darê ji darê nebe, çi cara nemana darê nabe. [2205 hirori_kur] Belê we ye û her ji dehmana mirovî agir berdibe mirovî. [2206 hirori_kur] Ji reng û ruxsar û rewş û axiftina gundiyan xuyabû ku tiştek qewimî bû, yan li ber qewmînê bû, û diyar bû jî di mala Reşoyê Nalbend de tiştek hebû ji berku çavên gişan li wê malê bûn, lewma min pirsyar kir ka ew çi qewimiye: [2207 hirori_kur] Şivêdî pêşmergene ser bi parta (n) li mala Nalbendî bûne mêvan û berî çendekê jî pêşmergene ser bi parta (z) çûn mala Nalbendî. [2208 hirori_kur] Pirbêj mişe ne û diyar e kesekî xeber gihandiye wan, lê eve demekê dirêj e herdu teref di hundur de ne û ne çi deng hatiye û ne jî kesek hatiye derê. [2209 hirori_kur] Û hûn li vê derê rawestiyane li hêviya ku tişt biqewime û paşî bêjin; de aha eve wan çi karekê xerab û pîs kir? [2210 hirori_kur] min pirsyar ji komeka zilaman kir. [2211 hirori_kur] Ma çi ji dest me dihêt? [2212 hirori_kur] Em dikarin çi bikin? [2213 hirori_kur] Gelek ji dest we dihêt eger hûn bixwazin û xwe pîçekê bisteh bikin. [2214 hirori_kur] Li şûna ku em li vê derê rabiwestin û li benda hindê bin ku tiştek biqewime, em dikarin biçin mala Nalbendî û bizanin ka rewş di hundurê malê de çawa ye û eger ya xerab be û li ber peqînê be em bikevin navbera wan û we nekin xwîn birije. [2215 hirori_kur] Em dikarin ji wan bixwazin ku şerê hevudu nekin, em dikarin xwe pavêjin ber pêyên wan û tikaya jê bikin ku hevudu nekujin, belkî li ser xatira me çi ziyana negehînin yekudu. [2216 hirori_kur] Eger wan bi vê hemûyê jî nekir em dikarin êdî, hindî ew di şerê birakujiyê de bin, wan di malên xwe de ne hewînin û alîkariya wan nekin û weha em wan neçar dikin ku siyaseta xwe ya xelet biguhorin, heke milet bi wan re namîne. [2217 hirori_kur] Piştî vê gotina min, çend kesekan xwe da digel min û me berê xwe da mala Nalbendî. [2218 hirori_kur] Hê em nêzîkî malê nebûbûn û pêşmergeyên parta (z) ji mala Nalbendî derkeftin û dêmên wan xemokî bûn. [2219 hirori_kur] Ez keftim gumanê; ev çima dêmxemokî ne? [2220 hirori_kur] Pa nê dengê teqîna tivengan ne hatiye, tu dibêjî ku ew bi çeqokan ketibine giyanê hevûdu? [2221 hirori_kur] Gundî jî di cihên xwe de man çandî û hêbetî. [2222 hirori_kur] Berî ku pêşmergeyên parta (z) bêne gundî, wan zanîbû ku pêşmerge ne ji parya (n) di gundî de, li mala Nalbendî ne. [2223 hirori_kur] Lewma wan xwe zûka, bi dizîkî ve, di rêya nav baxçeyan de gihande mala Nalbendî û dewr û berên xanî girtin. [2224 hirori_kur] Hinekan ji xwecihên gundî çav bi hatin û wê livîna wan keft û xwestin tiştekî bibêjin, lê wan pêşmergeyan bi îşaretine ji destên xwe ew têgihandin ku xwe dûr bêxin û mayê xwe di pirsê de nekin û qalşî wan nebin. [2225 hirori_kur] Pêşmergeyên parta (z) xwestin bikevin hundurê xaniyê Nalbendî bona ku pêşmergeyên parta (n) bigirin, lê dengê axiftina ji hundur dihat weha kir ku sergêrê wan pêncan operasyona xwe rabiwestîne û li ber derî guh bide suhbeta di hundur de tê kirin bona ku bizanibe ka ew qala çi dikin. [2226 hirori_kur] Wî guh veçinîn ser suhbeta di nava xaniyî de dihate kirin û ev bihîst: [2227 hirori_kur] Baş e ma eve durust e ya hûn herdu alî dikin? [2228 hirori_kur] Ma heta kengî dê hûn ji wan kujin û ew ji we kujin û dijmin jî ji we herduwan û ji me hemûyan? [2229 hirori_kur] Kes nikare bibêje ev karekê baş e û bêguman ne di berjewendiya çi aliyekî ji me de ye û her di xizmeta dijminî de ye. [2230 hirori_kur] Bawer bike mam, heke niha bêne telba me û heta eger em bizanibin ku sed der sed ew dê me kujin jî, em desta nadin tivengên xwe û em kuştinê ji wan nakin. [2231 hirori_kur] Baş e, lê hûn kêm in û ew in li vê derê xudan hêz û heke ew yên kuştinê bin dê hûn çi bikin? [2232 hirori_kur] Rast e, eger yê xwedî hêz û desthilatdar li dijî xwekujiya navxwe be, hîngê hemû tişt hêsan dibin. [2233 hirori_kur] Lê heta eger ew û em weku hêz, di vî warî de, bi durustî ne xwedî helwêstekê xuya û baş bin jî, di nav herdu hêzan de kesine hene weku me hizir dikin û li dijî birakujiyê radiwestin û yên weku we jî, roj bi roj di mişebûnê de ne. [2234 hirori_kur] Ez bawer dikim eger serkêşên me vî rengê şerê navxwe bixwazin jî, ew nikarin li ser berdewam bin, eger em, weku milet li dijî bin. [2235 hirori_kur] Nê çi cara hemû di hizirkirin û dîtinên xwe de weku yek nabin û bab û kalên me ji kevin de gotine »her serek aqilek e« tu dibêjî sergêrên me vê rastiyê nizanin yan hema xwe di ser de dibin û xwe xişîm dikin? [2236 hirori_kur] Te ya rast bivêt mamo te li kakilka rastiyê da. [2237 hirori_kur] Problem di hindê de ye, mezinên me carna tiştine baş dibêjin lê ew qet li gora gotina xwe nakin û eger bikin jî tiştekê gelek kêm jê bi cî tînin. [2238 hirori_kur] Mixabin ku me di vî warî de dîrokeka dewlemend heye û şerê hevudukirin li Kurdistanê ji kevin de heye û sedemeka serekî ya bindestbûna me ye. [2239 hirori_kur] Dijminên me jî hemû hewla xwe didin bona ku ew rewş neyê guhertin, em jî ji wan re di wê pirsê de arîkar in. [2240 hirori_kur] Tiştê mirovî mendehoş dike ew e ku em û bi taybetî serokên me vê rastiyê dizanin û her qala hindê dikin ku wan ders ji dîroka gelê xwe standine û êdî we nakin ew karesat û çewtî û kêmanî dubare bibin ve, lê ew peyvên wan dimînin peyv û dîrok bi şêweyekî ji şêweyan, ne bes dubare dibe ve, lê sêbare û dehbare û sedbare dibe ve û xencera me jî her li pişta me û li sînga me dikeve ve. [2241 hirori_kur] Heke me ji gotinên xwe yên xweşik û baş ji sedê bîst bi cî anîbana, dibe ku îro rewşa me çêtir û xweştir bibaya. [2242 hirori_kur] Ya ji hemûyan jî nexweştir ew e ku ev di wextekî de diqewime, ku tê de, rejîma faşîst ya Bexdayê, êrişekê ji bo vebirandina gelê me tîne ser Kurdistanê. [2243 hirori_kur] Eve kula dilê me hemûyan e û pirsyara me ya her tim bê bersiv e; ew çima vê niha dikin? [2244 hirori_kur] Ew çima niha xwe ji bo rizgrkirina welatê xwe û azadkirina miletê xwe nadine hev û bila paşî, piştî azadiyê û danîna dewleta xwe mijûlî problem û aloziyên navxwe bibin? [2245 hirori_kur] Evca hîngê milet kê dixwaze bila ew be, heke ew rast ji bo miletî û bi ya miletî dikin. [2246 hirori_kur] Xalet ev gotina te zêr e û xwezî bibaya guhar û di guhên her xwecihekê Kurdistanê de baya. [2247 hirori_kur] Piştî vê gotinê deng hebekê hate vebirîn û di wan gavan de sergêrê pêşmergeyên parta (z) ferman da pêşmergeyên xwe ku biçin di hundurê mala Nalbendî de. [2248 hirori_kur] Dergeh hêl hate paldan û ew bi tivengên xwe yên arasteyî yên di hundur de kirî ketine jor û sergêrî kire qêrî: [2249 hirori_kur] Kes ji cihê xwe ne live! [2250 hirori_kur] Çiwar pêşmergeyên parta (n) û Reşoyê Nalbend û jina wî, xaleta Gulbuhar di jorê de bûn. [2251 hirori_kur] Tivengên sêyan ji wan pêşmergeyan bi singan ve hilawîstî bûn û ya yê din, ku bi sergêrê wan xuya dibû, bi rex wî ve, paldayî dîwarî bû. [2252 hirori_kur] Ne wî û ne jî hevalên wî destên xwe birine tivengên xwe. [2253 hirori_kur] Xaleta Gulbuhar têgehişt ka çi rû dide û zanî ewên nûhatîn ji parta (z) ku li dijî parta ewên rûniştî ne. [2254 hirori_kur] Wê xwest weneke tiştekê xerab biqewime: [2255 hirori_kur] Kurên xaletê, guhê xwe nedin xerabkaran û xwîna yekudu ne rêjin, xaletê ev got û xwe avêt ber pêyên wan û bû lave lava wê. [2256 hirori_kur] Ji ber wî dîmenê xaleta Gulbuhar ya di navsal de çûyî û ya li ber wan ketiye ser çûkan û tika ji wan dike, herdu destek li ber xwe ketin û herduwan ji xwe şerim kir. [2257 hirori_kur] Xaleta Gulbuhar ew pêşmerge bi çavan nas dikirin, çunku car û bar li cem wan dibûn mêvan û xaleta Gulbuhar bi xwe jî di deverê de pir nas bû, ji ber ku jineka welatperwer û dilovan bû û derê mala wê li ber pêşmergeyan her tim vekirî bû. [2258 hirori_kur] Her pêşmergeyek, ko diçû mala wê û kesê wî li deverê nebû, wê cil û kincên wî dişûştin û xwarinên xweş jî ji mêvanên xwe yên pêşmerge re çêdikirin û roj jî derbas nedibû ku çend pêşmergeyek li mala wê nedibûn mêvan. [2259 hirori_kur] Sergêrê desteka parta (z) pir ji xwe şerim kir. [2260 hirori_kur] Wî tivenga xwe bi milê xwe ve kir û destên xwe dane milên xaletê û tika jê kir ku ji ser çokan rabibe. [2261 hirori_kur] ku xalet rabû, wî maçî destê wê kir û gotê: [2262 hirori_kur] Xalet te em şehmizar kirin. [2263 hirori_kur] Eve te çi kir, te em gunehbar kirin. [2264 hirori_kur] Divêt em li ber jineka weku te bikevin ser çokan. [2265 hirori_kur] Xalet bawer bike me jî, dil li ser wê çendê nîne, lê em çi li yên serî bikin? [2266 hirori_kur] Wan ev ferman daye me û em hinartine bona ku van biraderan bigirin. [2267 hirori_kur] Xurtên delal, ma yên serî bi kê dikin? [2268 hirori_kur] Nê her bi we dikin, xalet berdewam bû li ser axiftinê. [2269 hirori_kur] Ma yên serî bê we çi ne û dikarin çi bikin? [2270 hirori_kur] Nê hema, heke hûn û yên weku we bo tiştên weha bi ya wan nekin, ma dê ji kûve birakujî çêbibe? [2271 hirori_kur] Sergêrê pêşmergeyên parta (n) got xaletê: [2272 hirori_kur] Wey ez sed carkî qurbanê te û van gotinên te yên zêrîn bibim, xalet. [2273 hirori_kur] Pêşmergeyên din jî, yên desteka parta (z), weku sergêrê xwe, luliyên tivengên xwe şor kirin. [2274 hirori_kur] Bi wê kiryara wan dilê xaletê hîn bû û bişkurînekê cihê xwe li ser lêvên wê çêkir, ji kêfa de rondik ji çavên wê barîn. [2275 hirori_kur] Wê bi lewendiyên xwe rondikên xwe vemaliştin û gote wan: [2276 hirori_kur] De evca kurên xaletê yên delal, de rabin li ser xatira min herin dest û stuyên yekudu, evroke hûn jî mêvanên me bin û xwarineka xweş pevre bixwin. [2277 hirori_kur] Sergêrê pêşmergeyên ser bi parta (z) berê xwe da tirşika bi kifte ya li ber mêvanan danayî û got: [2278 hirori_kur] Xalet bi rastî em gelek ji tirşika te xerîb bûne û ev demekê dirêj e me xwarineka weha xweş ne xwariye, lê me ferman heye ku zû vebigerin ve û heke em zû neçin, ez ditirsim ew hizir bikin tiştek bi serê me hatiye û paşî pêşmergene din li hawara me bişînin û wê çaxê mirov nikare tiştekî bike û dê ji dest me der bikeve. [2279 hirori_kur] Lê berî em biçin, xalet, ez dixwazim bêjim ku van hevalan rast digot; em jî weku wan li dijî vî şerî ne û em hatibûn bo girtina wan û qet di dilê me de nebû em kuştinê bikin û em qet jî nakin û heta eger yên li serî jî, ji me bixawzin, peyman be em nekin. [2280 hirori_kur] Herdu alî çûne dest û stuyên hevûdu. [2281 hirori_kur] Giriyê kêfê hefikên wan girtin û wan xatira xwe ji hevudu xwest. [2282 hirori_kur] Li ber derî, sergêrê pêşmergeyên parta (z) li pêşmergeyên parta din zivirî û gotê: [2283 hirori_kur] Hevalno! [2284 hirori_kur] Eger hûn hebekê zû ji gundî derbikevin çêtir e, neku mejîhişkek bi ser we de hilbibe û ew biqewime ya kes ji me hez jê neke. [2285 hirori_kur] Ew weha derkeftin û zû gund li pişt xwe hişt û berze bûn. [2286 hirori_kur] Ez bi wan çend kesekan re ber bi mala Nalbendî çûm. [2287 hirori_kur] Hê çend pêngavek mabûn dema der vebû û pêşmergeyên parta din jî, sax û bi çekên xwe ve derkeftîn. [2288 hirori_kur] Li pey wan xalet jî hate derê û her weku wê dizanî ku gundî li hêviya şirovekirinekê ne, got: [2289 hirori_kur] Çi ne qewmiye û herdu teref çûne destên hevudu û her yek ji wan diçe ser rêya xwe. [2290 hirori_kur] Evê nûçeyê kenî anî ser dêmên gundiyan û axiftinên dilveker ji her aliyekî ve derkeftin: [2291 hirori_kur] Aha divêt hosa be. [2292 hirori_kur] Xwezî hemûyan ho kiriba. [2293 hirori_kur] Xwezî mezin û serokan zehrî wan kiriba. [2294 hirori_kur] Dê rojek hêt, ew tê de neçar bibin ku guh bidin me yên li binî. [2295 hirori_kur] Lê hema, ew roj dereng neyê û di wextê xwe de bihêt. [2296 hirori_kur] Pûşmanî di nîva rêyê de jî baş e. [2297 hirori_kur] Xwezî û sed hezar cara xwezî wan dest dabana yekudu û bila min çi tiştek li ser darê dinê nebaya. [2298 hirori_kur] Ma ew li benda çi ne, nê ha dijminî em jinavbirin û qutbir kirin. [2299 hirori_kur] Dilxweşî û kamuraniyeka pir mezin kete nav xwecihên gundî û her kesekî ji wan, di wan gavan de, hest bi hindê dikir ku wî ji her carekê bêtir welat û miletê xwe divêt û ruha biraiyê di nav wan de gerim dibû. [2300 hirori_kur] Bêguman dîtina xelkê me pir rast û di cihê xwe de ye û nemana şerê birakujiyê ruha xweragirî û berxwedanê li cem xelkê me geştir û xurtir dike û roja xelasbûn û azadbûnê nêzîk dike. [2301 hirori_kur] Li van deverên rizgarkirî kesine hene rexneyê digirin, lê pir kêmin yên ku rexneyê dikin û çewtî û çawaçareserkirina çewtiyan jî destnîşan dikin. [2302 hirori_kur] Li vir hindek grup peydabûne, ew di piraniya xwe de ji fîlarbûyan pêkhatine, ev grup rexneyan bi rengekê pir dijwar digirin û rexneyên wan di piraniya xwe de bi kerb û kîn in û xelkê deverê li dijî partên serekî teyar dikin. [2303 hirori_kur] Carna jî pirsa kuştin û jinavbirina serkêşên pêşmergeyan tînin ziman. [2304 hirori_kur] Zimanê wan pir dirêj e, di markisî û lenînizmê de lewleban in, mirovên bê ezmûn in û çi alternatîveka wan nîne û xuya ye ew bi axiftin û rexnegirtinê xwe diyar dikin û xwe diînin pêş. [2305 hirori_kur] Tiştekê pir baş e ku mirovên bi cerg û bisteh peyda bibin û bersînga çewtî û lengiyan û yên pê radibin bigirin û rêçareyên baştir dabinin ber van partên desthilatdar yan bibin alternatîveka baştir û bi xêr û bêrtir, lê mixabin rexnegirtina van grupan xeber û xwepîvan û gotinên kirêt û keşefir in. [2306 hirori_kur] Ez di destpêkê de, bi wan re ketim danûstandin û gêngaşe û axiftinkirinan, lê ku min dît ku ew ji bilî ya di serê xwe de çi ya din qebûl nakin, min xwe ji kêşmekêş û pirbêjiyên wan dûrxist. [2307 hirori_kur] Tiştê gelek keyfa min pê dihêt xwendekar û mamosta ne. [2308 hirori_kur] Mamostayên deverê di piraniya xwe de bi rolekê welatparêz radibin û ruha welatparêziyê di xwendekaran de bihêz dixin. [2309 hirori_kur] Hukumetê her ji sala 1977-ê rewşa xwendenkarên Kurdistanê xerab kiriye; yek, zimanê erebî kiriye zimanê xwendinê. [2310 hirori_kur] Weha li ber xwendenkaran tev li hev dike; car bi erebî, car bi kurdî û careka din bi erebî, ji bilî ku xwendenkarên kurd ji mafekê wan yê neteweyî, ku xwendine bi zimanê xwe yê zikmakî, bê behir dike. [2311 hirori_kur] Dû, wê dest pê kiriye hinek dibistanan digire, bi bihaneya ku dûrî desthilata wê ne û weha hejmara xwendingehan kêm dibe. [2312 hirori_kur] Sê, hejmara mamosteyan jî kêm dike û her çendsed xwendenkarekan yek mamosteyê xwe heye. [2313 hirori_kur] Li deverê ji xwendenkaran re pir zehmet e bi erebî bixwînin, ji ber ku erebiyê nizanin û weha di dersan de zîrek nabin û nikarin dahînanê tê de bikin. [2314 hirori_kur] Weke nerazîbûn li ser nehiştina zimanê kurdî di dersan de, xwendenkarên debistanan li gundên deverê biryar standin ku pirtûkên dersan yên bi erebî bisojin. [2315 hirori_kur] Mamoste di piraniyê de digel de bûn, lê hinek baban asteng xistine di rêya mamosteyan de û ev karê sotina pirtûkan dixiste di stuyê mamosteyan de. [2316 hirori_kur] Wan baban dixwest ku zarokên wan bi erebî bixwînin, lê zarokan ne dixwest. [2317 hirori_kur] Bes zarok neçar e bi ya babê bike. [2318 hirori_kur] Hêceta wan baban ew bû ku di zankoyan de, li Mûsil û li Bexdayê, xwendin bi erebî ye û eger zarokên wan bi kurdî bixwînin, ew wê çaxê nikarin xwendinê li wan unîversîteyan bidomînin û ji ber hindê jî ew dixwazin zarokên wan bi erebî bixwînin. [2319 hirori_kur] Lê piraniya xwendenkaran li dijî xwendina bi erebî bûn û wan pirtûkên xwe hemû xwendenkaran bi hev re sotin. [2320 hirori_kur] Pirtûk vedicemandin serêk, weke girekî lê dihat û agir berdidanê û disotin. [2321 hirori_kur] Wan dixwest, bi wî awayî, bibêjin desthilatdarên Bexdayê ku wan divêt bi zimanê kurdî dersan bixwînin, ne ku bi zimanê erebî. [2322 hirori_kur] Lê ma kengî Bexda di xema dîtin û hezkirina xwendenkar û miletî de ye!« [2323 hirori_kur] Êvariyeka rojeka havîna sala 1988-ê çend pêşmerge û çend sivîl li gundê Bazê li bin keprekê rûniştibûn û guhdariya radyoyê û nûçeyan dikir. [2324 hirori_kur] Hemûyan guh dida deng û basên wan hewildanên dihatinn kirin ji bo rawestandina şerê Iraqê û Îranê û aşkirina herdu layenan: [2325 hirori_kur] Wey xwezî me dîtiba ku ev şere jî rawestaba û êdî xelik nehatiba kuştin, ev Gencoyî ku berî çend mehekan ji berokên şerî li hember Îranê reviyabû û hatibû deverên azadkirî û bûbû pêşmerge got. [2326 hirori_kur] Şêroyî ne xwest destpêşxer be di bersivdanê de, lewma wî xwe li benda kesekê din girt ku komentarekê li ser gotina Gencoyî bibêje. [2327 hirori_kur] Lê hemû bêdeng mabûn û çavan hêv dikire çavan, Şêro nikarî bêdeng bimîne û xwest dîtina xwe bipeyivîne: [2328 hirori_kur] Pismam tu şekirê dişkênî, mirov ger bi durustî mirov be û ji mirovan hez dike divêt li dijî şerî û teror û destdirêjkariyan be û ez di wê bawerê de me ku çi kesek di nav me de nîne ku şer pê xweş be. [2329 hirori_kur] Ez bi bawer im jî ku me gişan pê ne xweş e ku ev xelkê bêguneh di rêya van hukumet û rejîmên zordar de têne kuştin, lê ez nizanim ka bi dîtina te çi wec û başiya me di rawestandina vî şerî de he ye, eger hukumdar her hukumdarê caran be? [2330 hirori_kur] Ev got û mêzekire Gencoyî, her weçku daxwaza bersivdanê jê dikir. [2331 hirori_kur] Bi xwîn germî û mîna kesekê baweriyeka pir mezin bi gotina xwe heyî Gencoyî welam lê vegerand: [2332 hirori_kur] Ez dizanim mebesta te ji vê pirsyarê çi ye, lê rê bide min ez pirsyarê ji te bikim ka me di van heşt salên vî şerî de çi wec ji şerê wan dîtiye? [2333 hirori_kur] Li şûna ku em wecê ji derfeta bi dest me keftî bibînin, part û rêxistinên me, her ji Suleymaniyê bigire heta Zaxoyê, berbûbûn bersingên hevudu û xebata wan ya serekî bûbû birakujî. [2334 hirori_kur] Evca bi dîtina min eger ev şerê Iraqê û Îranê rabiweste çêtir e û belkî xêreka me jî tê de hebe. [2335 hirori_kur] Bi dengekê nerim û li ser xwe Şêroyî dom da kêşmekêşê: [2336 hirori_kur] Ya wec jê newergirtinê ez bi te re me, lê kêm tişt, baş e ku di vê dawiyê de û bi fişara miletî partên me dev ji şerê birakujiyê berdaye û hewil didin ku di navbera xwe de xweş bikin û pirensîpên karê hevbeş yê nîştîmanî di navbera xwe de binecih bikin. [2337 hirori_kur] Şêroyî dixwest hê bipeyive li dema Gencoyî axiftin lê qut kirî: [2338 hirori_kur] Piştî çi? [2339 hirori_kur] Piştî karesata Helebçe û şehîdkirina Helebçe, piştî jidestxwekirina heşt salên şerê Iraqê û Îranê? [2340 hirori_kur] Piştî xweêxistinê bo ber destê Îranê û Iraqê û belavkirina bêzariyê di nav xelkê me de? [2341 hirori_kur] Hevgirtina çi? [2342 hirori_kur] Hinek teref di vê yekgirtinê de hene eger hat û subehî bi hêzkeftin û bîva xwe dît dê careka din berê luliyên tivengên xwe bidin ve yekudu û dê rûpelên kevin vedin ve. [2343 hirori_kur] Hemû jî bes bo pêşxistina partên xwe bi tenê ye, ji pêxemetî hindê ye ku beyava li bin kontrola hêzên xwe mezintir lêbikin û Kurdistanê bikin ve çend mîrgehek. [2344 hirori_kur] Birawo ev yekgirtine çi be û çawa be û sedmên çêbûna wê çi bin jî pêngaveka dîrokî ya pîroz e û cara yekem e di dîroka me ya nûjen de tişteka weha rû dide, Şêro li ser xwe diaxivî. [2345 hirori_kur] Divêt tu ji bîr nekî ku eve daxwaza miletê me bû, lê ez tiştekî bi te re me, ew jî ew e ku em bi vê pêngavê bi tenê qayîl nebin û fişarê bêxin ser van partan bona ku ew ruha yekgirtinê û ruha karê hevbeş yê nîştîmanî di nav xwe de weku serkirdayetî û weku rêxistin belav bikin û biçespînin. [2346 hirori_kur] ku ew guhertinan di nav xwe de bikin bona ku bikaribin vê qonaxa nû fêhim bikin û li asta berpirsyariya xwe ya dîrokî bin. [2347 hirori_kur] Karê me ew e, em vî şêweyê pêkhatinê biparêzin û mukumtir lêbikin û ber bi pêşde bibin. [2348 hirori_kur] Nê her em bûn yên ku gazinde û gilî ji van partan dikirin û me çekên xwe dideynan û me dev ji pêşmergetiyê berdida, hemû ji bo diyarkirina nerazîbûna xwe li ser çewtiyên wan û bi taybetî li ser şerê birakujiyê û neyekgirtina wan. [2349 hirori_kur] Ez digel te me ku van partan ne ji bawerî ev tiştê baş kiriye, lê ew ji tirsa hindê kir neku ji miletî dûr bikevin û wan ji bêgaviyê bawerî bi rastiyê anî û rêya mana xwe weku part di birakujîrawestandinê de û di hevgirtinê de dît. [2350 hirori_kur] Eve rast e, lê em çi bikin? [2351 hirori_kur] Divêt em ji bîr nekin ku yekgirtina miletê me girêdayî yekgirtina part û hêzên wî yên siyasî ye û part û hêzên me jî ev in. [2352 hirori_kur] Evca kêm tişt, heke ew berhingarî hevudu nebin û ji yekudu nekujin, wê çaxê, em dizanin ku em weku milet şerê hevudu nakin û ji hevudu nakujin. [2353 hirori_kur] Her ji ber hindê jî divêt em pêngavên ji vî terzî, ji dil û can himbêz bikin û ji dil hewil bidin wan bikn pirensîp ji bo jiyana xwe di paşerojê de. [2354 hirori_kur] Ev axiftina te weha min têdigehîne ku divêt em xwe di kevilê xwe de bend bikin û me dil bi van miletan ne be û me bes çav li miletê xwe û doza wî be, Gencoyî bi tingijîn xwe anî ve nav gêngaşeyê. [2355 hirori_kur] Ma tu dizanî vî şerî çi bi srê herdu miletên Îranî û Iraqî aniye, nê şerî ew herdu di nav agirê xwe de qelandine. [2356 hirori_kur] Rawestandina şerî, ragirtina xwîna xelkê hejar û perîşan e, ragirtina xwîna mirovê Iraqî û Îranî ye. [2357 hirori_kur] Birawo eve tu qala çi dikî, xwe tu jî baş dizanî ku miletê me digel vê hemû perîşanî û bindestî û bêazadî û daplosîna tê de dijît, ji miletên dewr û berên xwe dilovantirîn e û ji wan re û ji bo xweşkirina jiyana wan û ji bo rehetiya wan her tim arîkar û hevkarê pêşîn bûye, Şêroyî hedar nema û bi xeyidîn li ber devê Gencoyî da. [2358 hirori_kur] Ez li vê derê, dê perdeyê dirînim û dê xwe bisteh bikim û bêjim ku her xemsariyeka hebe jî, ew ji aliyê miletên cîran e, ne ji ba me ye. [2359 hirori_kur] Ez dizanim kesine dê hebin ku min ji ber van gotinan bi regezperist li qelem bidin, lê ev ne nifişperêsî ye, ev rastiyek e û divêt ew milet wê baş nas bikin û bizanin çewtiya wan li kûderê ye û ka wan pê daye ser mafê kê. [2360 hirori_kur] Bira, eger şerê Iraqê û Îranê berî heşt salan dest pê kiribe, şerê ku van dewletan bi ser miletê me de sepandî gelek û gelek ji wî kevintir e. [2361 hirori_kur] Eve çend sal in em tên bindestkirin û kuştin û derbiderkirin û jinavbirin û me hê ji aliyê van miletên dirawsê ve çi piştevanî û arîkarî û hevkarî ne dîtiye. [2362 hirori_kur] Evca çima tu qala vê nakî û boçî tu bizavê nakî vê rastiyê bêxî ber çavên wan, ji bona ku ew xwe baş nas bikin û bizanibin ka hukumetên wan, bi rêya wan, çi tadakarî li miletê me kiriye. [2363 hirori_kur] Nê bêdengiya van miletan li ser zordariya ku hukumetên wan li gel û welatê me dikin, bi xwe zordarî ye. [2364 hirori_kur] Her weçku Gencoyî dixwest berê axiftinê biguhore û bibe ser ya ku ji mêje dixwest bibêje û ya di dilê xwe de birêje, lewma qisekirina Şêroyî birî û got: [2365 hirori_kur] Li gor lênerîna min rawestandina şerê Iraqê û Îranê û aşbûna wan di çakiya bizava azadîxwaza Kurdistana Iraqê de ye. [2366 hirori_kur] Şêro bi wê gotina Gencoyî vecininqî û yekser axiftin lê vebirî û bi vê gotina xwe berbû navçavên wî: [2367 hirori_kur] Te çi got? [2368 hirori_kur] Çakiya me tê de ye! [2369 hirori_kur] Ew çi çakî ye ji vê şerrawestandinê digihîje welat û gelê me? [2370 hirori_kur] Eger mebesta te ew be ku digel şerrawsetandinê ev rejîma hukumdar jî nemîne û demokrasî cihê wê bigire ew rast e, eger mebesta te ew be ku kenkeneyên cîhanê mîna Amerîka û yên din piştî şerrawestandinê rêçareyekê ji pirsa me re payda bikin û we nekin êdî Iraq xwe taloqetî ax û welatê me bike ew jî rast e, lê eger mebesta te bes şer bi xwe be, ew dîtineka bilecîb e. [2371 hirori_kur] Em jî li dijî şerî ne û her kesek ji hevalên rûniştî jî li dijî şerî ye, lê tu divêt bizanibî çi çakiya miletê me di şerrawestandinê bi tenê de nîne, ji ber ku hema şer rawestiya, dê bînî ka dê çawa Iraq berê leşkerê xwe bide Kurdistanê û dê çawa fermana me rabike. [2372 hirori_kur] Eve we xêr e hûn wisa li çekî û şerî aşiq bûne, weku kesekî marî gestî Gencoyî got. [2373 hirori_kur] Xwe heta hetayê karê me çek û şer nabe. [2374 hirori_kur] Hey çav lê korebin yê ji çekî û şerî û kuştinan hez dike, pêla dengê Şêroyî jî bilind dibû. [2375 hirori_kur] Ev şerê em tê de, ne di dest me de ye û ev şere bi ser me de hatiye sepandin. [2376 hirori_kur] Yên şerê me dikin û me pal didin ku em şerî bikin serdar in û xudan dewlet û hêz û çekê nûjen in û zimanê wan bes şer e û bes zimanê hêzê û şerî fêm dikin û heta niha çi çareyeka din nebûye pê bersiv li şerî bête dan. [2377 hirori_kur] Em li ser axa xwe ne û ew bi çek û cebilxane û leşkerên xwe ketine nav axa me û hatine bona ku me bindest bikin û eger em bi ya wan nekin û em nebin kole û beniyên wan, ew me ji nav dibin. [2378 hirori_kur] Em neçûne ser axa çi miletekî û me êriş nebiriye ser çi miletekî û ya em dikin, em berevanî û bergiriyê ji mana xwe dikin. [2379 hirori_kur] Ya em dikin, şerê man û nemanê ye û her giyanewerekî mafê hindê heye berevaniyê ji xwe, li hember neheqiyê bike û em bes wê dikin. [2380 hirori_kur] Û her ji ber wê berxwedana miletê me ya dirêjxayen hê miletê me maye û hîn li ser axa xwe ye. [2381 hirori_kur] Eger Iraq pêngavekê ber bi aştiyê bavêje em dê li hember wê pêngavê bi dehan pêngavan bavêjin û eve ye hezkirina durust bo aştiyê û nexwestina şerî. [2382 hirori_kur] Çawa mirov weku kit serşorî û milkeçiyê ji çi kesekî qebûl nake, her weha milet jî wê naxwazin û ji bo nepejirindina wê li ber xwe didin. [2383 hirori_kur] Bi dîtina min eger şer rabiweste dê partên burjuwa û rastrew lawaz bibin, li vir Gencoyî dest pê kir mebesta xwe ji cirrenîxê bi awayekê zelaltir û vekirîtir xiste ber çavan. [2384 hirori_kur] Xwe piraniya xelkî ji bêgaviyê, ji şerê Iraqê û Îranê û ji kuştinê reviye û fîlarbûye û hatiye van deran û xwe neçar dibîne ku çekî hilbigire û xwe bide digel aliyekî ji aliyên ku qada çekdar li deverên rizgarkirî di dest wan de ye. [2385 hirori_kur] Di rastiyê de, vî xelkî bawerî bi van partan nemaye û pir bêzar e û eger şer rabiweste dê piranî rubide xwarê û dê dev ji van partan berbide. [2386 hirori_kur] Hîngê partên burjuwa kesê xwe namîne û dê lawaz bin û ji bo mana xwe dê bi her layekî re be bikevin lave lavê. [2387 hirori_kur] Bi wî terzî delîve li ber hêzên şoreşger û bizava teorî û rewşenbîrî vedibe. [2388 hirori_kur] Ew tevgera nû dê zû pêş bikeve û werar bikeve nav û weha dê bizava şoreşger û parta çîna zehmetkêş, parta pêşverû mezin û berfireh bibe û dê pêşengiya xebata millî ya gelê me bike û eve ye, bi raya min rêya serbestbûna miletê me. [2389 hirori_kur] Hey maltirnêsnek, ma haya te ji te heye tu çi dibêjî, Şêro enirî û li Gencoyî kire qêrî. [2390 hirori_kur] Hê tu ne hatiye nav jiyana rastîn û hê tu di nav wan kevnepirtûkên teoriyan de dijî. [2391 hirori_kur] Xuya ye tu hê rejîma hukumdar li Iraqê nasnakî, yan tu xwe xişîm dikî. [2392 hirori_kur] Kuro ma kî dibêje heta wî wextê tu destnîşandikî, dê miletê me li ser axa xwe bimîne û nahête jinavbirin? [2393 hirori_kur] Diyar e tu hukmî li ser miletî didî ku divêt ew bi raya te razî bin û li benda cenabê te û cenabên hevrêyên te bin heta ku partên burjuwa jinav diçin û paşî tu û hevalên xwe bizava xwe ya teorî û rêxistinkî dikin û paşî parta xwe dadimezrînin û paşî dest bi xebata xwe ya siyasî dikin. [2394 hirori_kur] Mamo, dîrok li kar e û ranaweste. [2395 hirori_kur] Heke bi axiftinê be hemû rê diçin aşî û çi ji axiftinê û rêzkirina peyvên ciwan û xweşîmank û teyisok jî hêsantir tineye. [2396 hirori_kur] Tişt li ber te tevlihev bûne; tu tiştê rast û çewt têkel dikî. [2397 hirori_kur] Tu carna destê xwe dadinî ser kem û kuriyên di nav me de û carna jî tu bê hizirkirin, axiftina xwe diavêjî û pê çewtiyeka mezintir dikî. [2398 hirori_kur] Nê hema ev şere rawestiya û Iraq ma bê şer û mijûlahî, dê lêhmişta çek û şer û kîn û cebilxaneya Iraqê werbigere ser Kurdistanê û hîngê ne partên burjuwa û ne jî partên te yên nûjen dimînin. [2399 hirori_kur] Rejîma ku Melekan û Şêxwesan û Helebçe bi çekên kîmyewî û jehrîn bombebaran kirîn û bi komel xwecihên wan kuştîn û birîndar û seqet û derbider kirîn, ew rejîm amade ye ku Kurdistanê bi xelkê wê ve bisoje û tovê Kurdan biqelîne û wan qutbir bike. [2400 hirori_kur] Ev teorî û dîtina tu ji me re dibêjî ne ya te ye û ya hineka ye, teoriyeka biyanî ye û bi kêr me nayê. [2401 hirori_kur] Ew bi kêr wan ne hatiye yên ku ew afirandiye, evca dê çi weca me tê de hebe. [2402 hirori_kur] Ya ji hemûyan jî giringtir ew e, divêt me ageh ji xwe hebe û her tim li ber çavên me rastiyek xuyabe; milet ne tişt e ku taqîkirin û tecrube li ser bêne kirin, divêt ew rêbaz û rêçareyên ji bo azadbûna wî dihêne destnîşankirin û hilbijartin, piştî gelek vekolîn û liserrawestiyanan bêne pejirandin. [2403 hirori_kur] Tu her ji niha qala çînayetiyê dikî, baş e bila ew parta tu behsa wê dikî û her çi parteka din jî hebe, bila çêbibin û bila xebata xwe bikin û ew tiştekê herî normal e. [2404 hirori_kur] Lê divêt tu berî her tiştî baş bizanî ku xebata me ya serekî ji bo azadbûna mirovî û neteweyî ye. [2405 hirori_kur] Hê em bê dewleta xwe ya neteweyî ne û heke ew çêbibe, bi awayekî automatîk rê li ber hemû curên hevrikatiyên din vedibe. [2406 hirori_kur] Di vê Rojhilata Navîn de, bi vî şiklê nuke, ku dewleta qanûnê hê tê de cihnegirtiye, pir zehmet e em kurd bê şer û bê pehevçûn dewleta xwe dabinin, eve, çi me viya û çi ne viya rastiyek e. [2407 hirori_kur] Genco, ez nizanim tu çi kesekî, aya tu kesekî ku xwe di bazinê teoriyan de bend kiriye yan kesekî ku hê komelê xwe û doza xelk û welatê xwe û cîranên me nas nekirine yan jî tu mirovekê westiyayî û ji xwe re li delîveyekî ji bo bêhinvedanê û ji bo bi xwe ve mijulbûnê digerhî. [2408 hirori_kur] Xwe tu li benda hindê nînî ku şer rabiweste û dirbek bi tevgerê bikeve û bibe ve aşbetalekê din û lêborîneka din ya giştî ya xapînok ji aliyê Bexdayê ve bête dan û xelik ref ref, weku heftê û pêncê neçar bibin û xwe bidin dest rejîma desthilatdar û tu yek bî di nav hemûyan de? [2409 hirori_kur] Hîngê kes nabêje Gencoyî xwe da dest rejîma Iraqî û kes nabêje ew mirovekê tirsinok û xweperist bû, kes nabêje wî taqeta pêşmergetiyê ne bû, ew ne xwefîdakar bû. [2410 hirori_kur] Lê belê, li şûna hindê, xelik dê bibêje partan şoreş xelet birêvebir û milet hevrûşî karesat û setimînê kir. [2411 hirori_kur] Hîngê, tu li cihê ku bi xem bikevî û axînkekê bo wê karesatê rabihêlî, dê bişkurî û bibêjî; nê min çend gote wan û min çend caran ji wan re şaşî û çewtiyên wan dest nîşan kirin lê hemû, ya bê hode bû, ew part di binyatê xwe de rizîn e û çakî ji wan çênabe û ev dîtina min bû, lê çi kesekî guhdariya van gotinên min nedikir. [2412 hirori_kur] Tu di serê xwe de, bi endêşeyên weha genî çareyan peyda dikî. [2413 hirori_kur] Hey pa tu mirovekê pir xweperistî û dindikeka welatparêziyê di nav te de nîne. [2414 hirori_kur] Ne weha jî, ku mirov dijminê gel û welatê xwe bêxe pêş part û hêzên welatê xwe yên siyasî, heta eger xeletî û çewtiyên wan jî pir û pir bin. [2415 hirori_kur] Wê rojê keniya Gencoyî bi wê axiftina Şêroyî dihat û xwe didît ji wî rastir û ji bilî rêçareya xwe, wî çi metodeka dî ya çareserkirinê bi ya durust û baş ne didît. [2416 hirori_kur] Wî, ne bes li wê dîwanê û bi Şêroyî bi tenê re ew gotûbêj kir û ew dîtina xwe xiste ber çavan, lê li gelek dîwan û cihên din jî babet hate hilêxistin û ew yê rik bû li ser lênerînên xwe. [2417 hirori_kur] Ya Şêroyî wê rojê ji gotinên Gencoyî fêmkirî nedilnerehetiya Gencoyî bû ji şerê Iraqê û Îranê, lê bi dîtina Şêroyî wundabûna Gencoyî bû di bazinê partîtiyê yê teng û tesk de. [2418 hirori_kur] Bi şirovekrina Şêroyî bo gotinên Gencoyî, gencoyî tilên xwe li têleka pir giring dixist; aya milet ji bo partan yan part ji bo miletî yan jî herdu ji bo hevûdu. [2419 hirori_kur] Li ber Şêroyî weha xuyabû ku Genco digel pirta yekê bû û wî bes parta xwe li ber çav bû û bila pêşxistina wê li ser kîstê çaxî û miletî û welatî jî be. [2420 hirori_kur] Lê digel hindê jî, Şêro ji xwe nerazîbû ku bi wî awayê dijwar li ber devê Gencoyî dida. [2421 hirori_kur] Şêro di wê bawerê de bû ku Genco di rastiyê de mirovekê welatparêz e, lê şêweyê şirovekirina wî bo welatparêziyê, li gor dîtina Şêroyî, ne yê durust bû. [2422 hirori_kur] Bi ya Şêroyî ew awayên xelet yên fikirîn û bizivînê jî berhemên xeletiyên mezin yên serkirdayetiyên partên kurd û politîkên wan yên çend sala nin. [2423 hirori_kur] Şêro digel hindê bû ku van partan çewtîne mezin kirine û ew wan xeletiyan çend bare dikin ve û ew ziyaneka mezin digehîne gel û welatî. [2424 hirori_kur] Wî dizanî ku lihevhatina wan hêzan ne ji dil û can û bi bîr û bawer bû, ne li ser bingehê parastina berjewendiyên giştî yên gel û welatî bû, lê weku taktîkeka berwext bû. [2425 hirori_kur] Şêro ji xwe nerazîbû ku wî ew hizir û dîtina xwe li cem hemûya û bi awayekî vekirî negot. [2426 hirori_kur] Wî, ji wî rexî ve, Genco ji xwe bistehtir dît û hest bi hindê kir ku helperistiyek di nava wî de jî maye. [2427 hirori_kur] Şêroyî hest bi hindê kir ku ew di derheqê Gencoyî de yê dijwar bû û kêm tişt, Genco ji tiştekî ne razî bû û wî ew nerazîbûna xwe aşkira dikir û hewil dida ji wan probleman re çareseriyan peyda bike. [2428 hirori_kur] Her digel şerrawestandinê û axiftinên aşbûnê di navbera Iraqê û Îranê de li Genêvê, li bin sihwana Neteweyên Yekgirtî, hukumeta Iraqê ji nav de dest bi şarandina şerê din kir; şerê jinavbirina kurdan û xwecihên Kurdistanê. [2429 hirori_kur] Hîngê Şêroyî çav bi Gencoyî keftin, lê çi axiftin li ser hindê pê re ne kirin, ji ber ku bi dîtina wî dem, ne yê pit pit û cirrenîxan bû. [2430 hirori_kur] Kîmyewî û gazên jehrîn gund û bajêrk û bajarên Kurdistanê, xanî û dibistan û dêr û mizgeftên wê werdipêçan û dixwarin. [2431 hirori_kur] Top û agir weke baranê bi ser xelkê de dirijiyan. [2432 hirori_kur] Holakoyê Iraqê bi hemû tuxmên çekên xwe yên giran û kujek û jinavbir ve êrişên xwe dianîn ser Kurdistanê û hişk û ter, zaro û pîr, jin û mêr, hemû tişt didan ber şaloka xwe ya kujek û kîndar. [2433 hirori_kur] Enfal bûn, êrişên tuximperist û durunde bûn û mebest jê nemana mirovê Kurd bû, nemana Kurdistanê û xelkê wê bû, nemana her tiştekî bû ku bikeve ber wan û ber wê kiryara wan. [2434 hirori_kur] Hemû, mirov, balinde û tilor, terş û tewal, dar û bar, giş jehrî dikirin, disotin, dikuştin. [2435 hirori_kur] Wê karesatê li pêş çavên her kesekî rû dida, dibin destê faşiyan de bêhinhilkêşan jî bûbû mirin. [2436 hirori_kur] Carekê, wextê çavê Şêroyî bi Gencoyî keftî, wî da dilê xwe ku pirsyarê jê bike ka dîtina wî ya niha çi ye û ka hê weku berî nuke hizir dike, lê ya dev li wî girtî reftara Gencoyî bi xwe bû, ku şêroyî didît ka çawa wî xwe xistiye ber xizmeta xelkê sewdaser û derbider û perîşanbûyî. [2437 hirori_kur] Şêroyî jî wextê hindê nebû ku gêngaşeyan bike ji ber ku ew mijulî arîkariyê bû; arîkariya xelkê dikir bona ku xwe zû bigehînin ser sinûran bi bakûrê Kurdistanê re û xwe derbasî aliyê din bikin, hêşta êrişa enfalan ne gehiştiyê û ew jinavnebirîn. [2438 hirori_kur] Carna jî çavên wî bi çavên Gencoyî diketin û didît ka çawa serê Gencoyî ji şerman de li ber wî ranabe. [2439 hirori_kur] Belê, Şêroyî şerimjixwekirinek û jixwenerazîbûnek di çav û dêmê wî de didîtin. [2440 hirori_kur] Di êrişê de herdu, Şêro û Genco, birîndar bûn; kîmyewî ji navçavên Gencoyî girt û destê Şêroyî yê çepê bi dijwarî hate birîndar kirin. [2441 hirori_kur] Herdu mabûn li ber derê şkeftekê, li ser rêya, ku diçû ber bi bakûrê welatî û gelek nêzîkî tuxîban bû. [2442 hirori_kur] Şkeft tijî birîndar bû, pir bû ji kal û zarok û jin û mêran. [2443 hirori_kur] Revdeyên xelkên perîşanbûyîn, yên ku hemû tişt û mal û heyîna xwe li pey xwe hiştibûn, yên ji dehbeyê kuştinê û kîmyewî reviyabûn, bi wan çel û çiya serdikeftin û di ber deriyê şkeftê re, ber bi bakûr diçûn. [2444 hirori_kur] Di wan delêveyan de Şêroyî mêzekire Gencoyî, yê ku çend pêngavekan ji wî wêvetir raketibû û bi dengekê birîndar û mandî gotê: [2445 hirori_kur] Ha birayê Genco tu niha çi dibêjî? [2446 hirori_kur] Te dît rawestandina şerê Iraqê û Îranê li ser kîstê kê timam bû? [2447 hirori_kur] Yan jî eve derdê me ye; em baweriyê bi serboran û ya rastîn nayînin heta ku em careka din, di wî serborî de nejîn û bi çavên xwe nebînin. [2448 hirori_kur] Xuya ye hinek hene hez dikin her di serborgeriyê de, di ezmûngeriyê de bijîn û miletî ji xwe re bikin baxçeyê ezmûn û taqîkirinan. [2449 hirori_kur] Birîna Şêroyî gelek diêşiya û ne dikarî gelek li ser hev bipeyive û bêhin lê maliq dibû. [2450 hirori_kur] Genco jî yê bê deng û mit û serçemyayî bû, te digot qey ew çûbû cîhaneka dî û ketibû nav malxulyan û dalxeyên kûr û dûr. [2451 hirori_kur] Piştî pîçek bêdengiyê Şêroyî domda ve axiftina xwe: [2452 hirori_kur] Ax ji me û vê mejî hişkî û serreqiya me. [2453 hirori_kur] Çima em weha ne. [2454 hirori_kur] Li ser darê dinê çi miletekî ji bo serbestiya xwe hindî kurdan pêwîstî bi yekgirtinê nîne û em xwe di vê rastiyê de nagehînin. [2455 hirori_kur] Axiftina xwe vebirî û çavên xwe ji ser Gencoyî ranekirin û her weçku dixwest ku ew bipeyive, lê Gencoyî lêvên xwe ji serêk ranekirin û Şêro neçarbû bipeyive ve, bi hêviya ku ew bi wî rengî Gencoyî pal bide axiftinê: [2456 hirori_kur] Ax ji vê demokrasî û azadiyên mayîne peyv û di jiyana me ya rojane de nehatine bikaranîn. [2457 hirori_kur] Bes e ku du kes ji du partên cuda bin, bona ku neyartiya hevudu bikin û senga xebata xwe bêxin ser hindê bi tenê û ji aliyê din ve dibêjin miletî: em daxwaza demokrasî û azadiya bîr û bawer û xebata siyasî dikin. [2458 hirori_kur] Erê gelo, heta kengî xwediserdabirin û direw li xwe û li xelkê xwe kirin? [2459 hirori_kur] Heta kengî dozkuştin? [2460 hirori_kur] Kengî em dê bi rastî hewil bidin ku em di hizirkirin û peywendî û reftar û danûstandin û kar û jiyana xwe ya rojane de bibin mirovekê kurdistanî yê azad û demokratîk. [2461 hirori_kur] ku ew azadî û demokratiya me ji xwe re divêt em wê ji hemû xelkê xwe re bixwazin û bi destvebînin. [2462 hirori_kur] Şêro di germiya axiftinê de bû dema ku Genco ji raketinê rabûye ser xwe û temaşayî birîndaran û refên derbiderbûyiyan kirî û paşî têndaye Şêroyî û got: [2463 hirori_kur] Birayê Şêro te rast got, lê mixabin ez dereng bi ser rastiyê hilbûm. [2464 hirori_kur] Lê ez di yek gotina xwe de dê dijwar bim û ji wê dijwariyê nayêm xwarê, ew jî ew xinizkarî ye ya ku di derheqa miletê me de tête kirin. [2465 hirori_kur] Neyartiya hêzên Kudristanê û pevçûnên wan yên berdewam, di wextekî de miletê me tê jinavbirin, ne bes çewtiyek e lê xinizkarî ye û yê pê radibe çi kes be û çi jî part û rêxistin be gunehkar û xinizkar e. [2466 hirori_kur] Evê, ez jê nayêm xwarê, lê ewa min di derheqa rawestandina şerî de gotî, ez lê peşîman im û ez çewt bûm. [2467 hirori_kur] Digel hewkirina axiftina xwe Genco ji cihê xwe livî û berê pêyên xwe dane wê rêya xelik jê dihatin, ber bi pêşiya êrişa leşkerê Iraqê. [2468 hirori_kur] Ew li pişt xwe nezivirî û wî xwe li tikayên Şêroyî û kesine din negirt ku ji wî xwestin bimîne û ji wê derê neçe, ji berku birîna wî dijwar e û baş nabîne. [2469 hirori_kur] Şêroyî lê kire gazî: [2470 hirori_kur] Genco! [2471 hirori_kur] Bizivire pismam, û bila dilê te bi gotinên min ne êşe. [2472 hirori_kur] Were ve, tu nikarî şerî bikî. [2473 hirori_kur] Ez ji tingijîn û êşa xwe van axiftinan dikim. [2474 hirori_kur] Lê Genco ne vegeriya û tivenga xwe ji milê xwe vekir û xiste nav lepên xwe û sirûdeka agirîn û dilveker ji sîngê wî, ji gewriya wî derdikeft û ber bi pêş diçû û li paş xwe nedizivirî. [2475 hirori_kur] Tiştek hate bîra Şêroyî, wî bi dengekî bê qam bilind kire kenî û kelevajî ser teniştên xwe bû. [2476 hirori_kur] Êdî keniya xwe ji dengvedana wê nas nekir »canê canemerg û miriyan ji kavlankan, ji laşên wan dihên derê, derdikevin û difirin û bilind, di bayî de dimînin hilawîstî li benda ku bikevin nava kavlankine din, laşine din«, ev teoriya felsefî hate ber hizra wî. [2477 hirori_kur] Wî çaxekî henekên xwe bi vê lênerînê dikir, lê niha dibêje xwe »dibe ku ev teoriye rast dibêje, hema bêguman rast e.« [2478 hirori_kur] Tava hilatî xwe di laş û canê wî werkir, wê çavên wî bi geşî û germa xwe ya havînî vemaliştin. [2479 hirori_kur] Lê hê kilmîş û gilîze û birs û serma û xwîn û ax û tiştine din digel bêhin û sehma ewrên kîmyewî di nava wî de têkel dibûn. [2480 hirori_kur] Wan şilqênek bi wî dixist û ew radikire ser pêyan. [2481 hirori_kur] Wî destên xwe li çokên xwe dan û ew li ser pêyên xwe yên giranbûyîn rawestiya. [2482 hirori_kur] Her weku wî dixwest hêza pêyên xwe nas bike, ka dikarin wî li ser xwe ragirin ya na. [2483 hirori_kur] Hêvkire dewr û berên xwe, paşî hemû tişt û rûdan û ya qewimî, mîna filmekê sînemayî hatine pêş çavên wî. [2484 hirori_kur] Ew di nav xwe de tingijî û wî bi xinzirîn gote xwe: [2485 hirori_kur] Ma heta kengî xudan şiyan û hêz dê lawaz û hejaran tepeser bikin? [2486 hirori_kur] Ma heya kengî dê heqiyê li bin neheqiyê tire tir be? [2487 hirori_kur] Xwe ne dê heta hetayê weha be? [2488 hirori_kur] Wî xwest li tavê mêze bike û daxwaza bersivê jê bike, lê ew ji geşatiya wê nikarî lê binere û berê çavên xwe wergerandin bo ser Zinarê serbilind û kûfî xwar. [2489 hirori_kur] Belê, wê gavê li cem wî, ji wî Zinarê her tim li cihê xwe mayî, hemû raman û pejin û ruha xweragirî û berxwedan û reseniyê dipeşiyan. [2490 hirori_kur] Hest bi xwe kir ku hêzek ji wî çiyayê sehimdar tête nava wî û wî jî weku xwe lêdike. [2491 hirori_kur] Çima na? [2492 hirori_kur] ji xwe pirsî û weku kewê rubad sînga xwe deranî û perand. [2493 hirori_kur] Ez kurê vî çiyayê hemîşe kevnar û nû me, ez kurê Zinarê serbilind im û her ji ber hindê jî divêt ez jî heta hetayê weku çiyayê xwe li cihê xwe bim. [2494 hirori_kur] Çi hêz nikarin min û çiyayê min ji hev dûr bixin. [2495 hirori_kur] Belê, dê evîna wî di dilê min yê siyamendî de her û her şîn bimîne.« [2496 hirori_kur] Wî ev ji xwe re got û bejna xwe ya dirêj û tijî rast kir û serê xwe bilind kir, her weku wî dixwest zehrî çiyayî bike. [2497 hirori_kur] Destên xwe birine cil û kincên xwe yên peritî û ser û bin lê rast kirin û paşî ew dest dane pişt xwe û hat û çûneka tawûskî û qiralkî kir. [2498 hirori_kur] Bo çi na? [2499 hirori_kur] Wî ev pirse çend carekan, bi mendehoşî û azirîn ji xwe kir û axiftina xwe bi xwe re domand. [2500 hirori_kur] ku em ji nû dest pê bikin ve, lê çawa? [2501 hirori_kur] Em her wî tiştê dubare û sêbare û dehbare bûyî careka din, ser ji nû çendbare bikin ve? [2502 hirori_kur] Yan em bi awayekê din, yê nûtir, bi rengekê wecwergirtî ji çewtî û qenciyên metodên berê, ji nû dest pê bikin ve. [2503 hirori_kur] Lê ya giring ew e ka em çawa nûtiyê û nûkirinê têdigehin. [2504 hirori_kur] Em çi pirensîpan jê re datînin û em çawa avakirina wê dibînin û çawa bi cih diînin. [2505 hirori_kur] Malxulyanê mîna landikê ew veleqand û niqoyî deryaya xwe ya bê bin kir. [2506 hirori_kur] Vehewyayên geliyê Bazê hatine bîra wî. [2507 hirori_kur] Ew gelek bûn, ne yek û ne hezar, lê bêtir bûn. [2508 hirori_kur] Zaro, pîrejin, pîremêr, genc û pîr, ji nêr û mê û ji hemû temenan bûn. [2509 hirori_kur] Hêşta karesata Helebçe kevin nebûyî, wan ji Hitler û berşiyên wî xerabtir kir û yên di geliyî de, di geliyî de kuştin û binbir kirin. [2510 hirori_kur] Destên wî di berîkên wî de, li kaxezekê û qelemekî gerhan, lê berîk vala bûn. [2511 hirori_kur] Ew rawestiya û ser li xwe xurand û bi rengekê bêzjixwe kirî tif kire xwe û gote xwe: [2512 hirori_kur] »Ma kaxez û pênivîs ji te re bo çi ne? [2513 hirori_kur] Qey dê ew ji bîra te biçin? [2514 hirori_kur] Na, giş, bi dêm û navçav û sîmayên xwe ve li bîra min in. [2515 hirori_kur] Belê, ew bi wan xem û tirs û xweragirî û hêvî û bêzarî û tiştine din yên pîroz, ku di nav çavên wan de dikirine qêrî û xiriqên, li bîra min in. [2516 hirori_kur] Ma ez çawa wan ji bîr dikim, nê ew ez im û ez jî ew im. [2517 hirori_kur] Yê ew dîtine dibe ku xwe ji bîr bike lê ne wan û wê perîşanî û trajîdiya ew tê de bûn. [2518 hirori_kur] Firokeyan barana mirinê bi ser wan de dibarand. [2519 hirori_kur] Ew di agirê Nîronê Bexdayê de dişewitîn, ez û Zinar û Metîn û Xudî û kujek bi tenê bîner bûn li ser wê kuştarê û cîhanê hemûyê jî ageh jê hebû. [2520 hirori_kur] Wey xwezî ez bi wan re mabama û ne xweziya vê bîneriya ez ketimê.« [2521 hirori_kur] Di geliyê ku bûbû goristaneka gorvekirî de hat û çû û ne dizanî ka ew bi durustî li pey çi digerhe, lê hest pê dikir, hêzek wî pal dide ku tiştekî bike. [2522 hirori_kur] Hind dît, bivrek û qelemekê hesinîn di destên wî de nin. [2523 hirori_kur] Û li ber wî dareka pir mezin, ku bombeyan ji binî ve qirandibû dirêjkirî ye. [2524 hirori_kur] Xwe dît bi bivrî dikeve ber darê. [2525 hirori_kur] Wî tîvilê wê ji ser havêt û dara xwe baş hulî kir. [2526 hirori_kur] Bi navên wan hemûyan yên ku di gelî de hatibûn kuştin sûnd xwar ku karê xwe bigehîne dawiyê. [2527 hirori_kur] Wî şev û roj kirine yek û dev ji wê xebata xwe berneda. [2528 hirori_kur] Dêmên wan çendhezarên şehîdbûyîn li ser bejna darê dinexşandin, hildikolandin. [2529 hirori_kur] Çi tiştekî ew xav û sist nekir; ne têhin û birs û êş û janên laşê wî û ne jî dengê balafiran û gurmên û peqîna top û bombeyan û ne jî bêxewiyê. [2530 hirori_kur] Wî, digel wî karî, dest pê kir baweriyê bi tiştekê din jî diîne; ew jî roja vejîn û sizadanê, roja »qiyamet û hisabê«. [2531 hirori_kur] Lê bi metod û dêtina xwe ya taybetî û weha ew bawerîpêkirin ji xwe re şirove dikir: [2532 hirori_kur] Vejîna mirovan bi destên mirovan. [2533 hirori_kur] Roja vejîn û sizadanê ew e ku hemû tepeser û perîşan û bindest, yên mirandî û yên nivandî, sindirîkên xwe bişkênin, kifnên xwe bidirînin, xewa xwe biveçirînin û serî hil bidin û bibine lihî û lafaw, bibine dadgeh û dadwer û dest bidin hefka zordar û ziyankaran û wan siza bidin. [2534 hirori_kur] Sembol û peykerên tepeserkirin û koletiyê bişkênin û xende û bişkurînan vebigerînin ve bo ser lêvên jiyanê li vî welatî. [2535 hirori_kur] Ew roj jî hîngê dihêt li dema ku mirovên me di piraniya xwe de li xwe û li doza xwe bi xwedî derdikevin. [2536 hirori_kur] Digel vê diyalogê bawerîbixwekirineka mukum li cem wî çêbû û ew li ser karê xwe bêtir rik û rijd bû. [2537 hirori_kur] Mirovên weku wî, ji hemû tiştan bûyî, kes û kar û niyas lê tera bera bûyî, ne gund û bajar û mal û cihwar jê re mayî, westiyayî, birsî, tirsiyayî, rezîl û birîndarbûyî di ber wî re derbas dibûn. [2538 hirori_kur] Ber bi parçeya din ya welatî, ber bi bakûr diçûn. [2539 hirori_kur] Ji zulma dagîrkerekî direviyan ber zulma dagîrkerekê din, lê çawa be, miletê li nêzîkî sinûrên çêkirî, her çend ew jî bindest û perîşan e, lê ew jî kurd in û welatê wan yê dagîrkirî jî parçeyeka Kurdistanê ye. [2540 hirori_kur] Ya kêfa wî pir pêhatî ew bû, çi kes bê awir û têbînî di ber wî re ne dibuhurîn. [2541 hirori_kur] Gotinên cur bi cur ji devên wan derdikeftin: [2542 hirori_kur] Ax Xwedêyo ma edaleta te bo kengî ye? [2543 hirori_kur] Derew e, rojhilat û rojava, hemû tinazên xwe û bazarî bi me dikin û em di dest wan de lîstikek in. [2544 hirori_kur] Me xwe li benda hinekan hişt û me guh neda gotina dibêje: her reşo bi destên xwe heke avê tu birî. [2545 hirori_kur] Em hind dilsoz û xemxorên doza xwe nebûn, hindî em dilsoz û xemxorên doz û pirsên miletên dîtir bûn. [2546 hirori_kur] Manê heta niha jî kurd hene weku iraqiyekî yan tirkiyekî yan îraniyekî fikir dikin û mîna wan tişt û pirsan şirove dikin û hêşta ne hatine ser hindê ku bikaribin bi durustî, hiştî kurdistaniyekî bijîn û hizir û reftar bikin. [2547 hirori_kur] Xuya ye ev dînbûye, heke ka çi raman di vî karê wî de ye û ka eve wextê hindê ye mirov xwe bi darî û resimçêkirinê ve mijûl bike. [2548 hirori_kur] Pa ez dibînim karê wî ji yên me hemûyan durustir e. [2549 hirori_kur] Pa heke wesa be û tu vî karê wî bi tiştekê baş dibînî, fermû here arîkariya wî bike û weneke ew bi tenê bimîne. [2550 hirori_kur] Min ew hêz tine ye û ya din jî min bawerî bi çi nemaye û ez pir bêzarbûme. [2551 hirori_kur] Her kesê bixwaze ji dil û bawerîpêkirin tiştekî bike dê karibe bike. [2552 hirori_kur] Lê divêt, wî kesî, berî her tiştî, bawerî bi wî tiştî û bi wî karî û wan metodan hebe û mixabin baweriya me gişan weku xwe nemaye û hatiye sistkirin. [2553 hirori_kur] Van deng û gotin û rayên jêkcuda ew xav û sist û bêzar ne kir lê bi pêçewaneyî wê, wî bi girgirtî dom da karê xwe. [2554 hirori_kur] Gotinên dawiyê yên bi ber guhên wî keftîn ev bûn: [2555 hirori_kur] Lezê bikin, leşkerê Iraqê nêzîkî me dibe û çi nemaye me dormandor bike. [2556 hirori_kur] Hey li wî û babê wî yê xwe qurtal bike. [2557 hirori_kur] Birevin, eve faşî û kujekên Iraqê bi ser me de hatin. [2558 hirori_kur] Wî qet hest bi tirsê nekir, lê lez li karê xwe kir. [2559 hirori_kur] Dêmek bi tenê mabû û bi çêkirina wî dêmî karê wî timam dibû, lê ew dêm ne dihate bîra wî. [2560 hirori_kur] Dêm yê zarokekî bû, zarokeka sava ku di himbêzên dayika xwe de, bi wê re hatibû kuştin. [2561 hirori_kur] Dixwest dêmê zarokî jî bêxe ser wî cihê li ser darî, bi rex dêmê dayika wî ve, jê re mayî vala. [2562 hirori_kur] Bizaveka dijwar digel xwe kir bona ku navçavên wî di mejiyê xwe de wêne bike, lê bi dest ve nehat. [2563 hirori_kur] Dibe ji ber ku zarok berî kuştina xwe bi çend seetekan ji dayik bûbû û hê ruxsarê xwe yê durust ne girtibû. [2564 hirori_kur] Dengê peqîn û teqîn û balafir û dengine nexweştir nêzîkî wî dibûn û hilma kîmyewî ya kujek xwe li difnên wî dida. [2565 hirori_kur] Lê hizra wî mabû bes li ser dêmê wî zarokî bi tenê bona ku wî jî bêxe ser bejna darî, bi rex wan çend hezar dêmên din ve. [2566 hirori_kur] Çi nemabû êriş nêzîkî wî bibe. [2567 hirori_kur] Çavên xwe niqandin û cîhana derve bi hemûve ji hizra xwe dûrxist û hizra xwe bi hemû ve xiste ser dêmê zarokî û ka çawa bû. [2568 hirori_kur] Tefşiyê di dest wî de, hê li ser wî cihê vala yê li ser darî bû, li dema ku qêriyeka dijwar ew veciniqandî û cilfek pêxistî. [2569 hirori_kur] Ew qêrî ji kê û ji kûderê hat, ji wî, ji darî, ji kê, wî nezanî. [2570 hirori_kur] Lê ya ew pê hesyayî dar êdî nemabû dar û dema çavên xwe niqandîn û vekirîn ve, dit ku li ser wî cihê vala di darî de, dêmê zarokekê di xwînê de werbûyî çêdibû, geş dibû û ronahî jê dipeşî. [2571 hirori_kur] Ew dêm bi dêmên din yên li ser darî re bi can dikeftin û dibûn mirovên bi goşt û hestî. [2572 hirori_kur] Di wan gavan de dengên durunde û hovên Iraqê nêzîkî wî dibûn û wî neviya darî bi tenê bihêle. [2573 hirori_kur] Temaşayî Zinarî kir û xwe weku wî didît, mîna Zinarî li cihê xwe mayî û mukum û xweragir û biryar stand ku darê xwe ji êrişa faşiyan biparêze. [2574 hirori_kur] Lê çawa? [2575 hirori_kur] ji xwe pirsî. [2576 hirori_kur] Hizra rakirina wî kir, lê dar yê giran bû. [2577 hirori_kur] Xwe dît ku hêzek di nav wî de, destên wî pal dide û di bin darî re dibe û wî xwest bi hemû hêza xwe ve darî ji cihî bilivîne. [2578 hirori_kur] Tiştê ku çirîse bi serê wî xistî ew bû, dar bi xwe, ji cihê xwe livî û weku zarokekê pir sivik kete ser destên wî û li ser milê wî binecih bû. [2579 hirori_kur] Ronahiyek ji darî diçû û car bo car geştir dibû. [2580 hirori_kur] Hemû dêmên li ser darî bi ezman dikeftin û sirûda »Herne pêş....herne pêş« bi dengekê bilind û hêzdar ji devên wan derkeft. [2581 hirori_kur] Wî hest bi hindê kir ku dar bilind dibe û ew jî pê re bilind dibe û digel darî difire. [2582 hirori_kur] Leşkerê Iraqê jî berê tev çek û amîrgeha xwe ya şerî û kuştinê dida darî. [2583 hirori_kur] Lê kêla çekên wan her dibûn ew bi xwe. [2584 hirori_kur] Tevaya agir û gulle û bombeyên wan vedigeryan bo wî cihê jê derdikeftin û her bi wan bi xwe ve dipeqiyan. [2585 hirori_kur] Wî xwe didît yê li hindavî Suleymanî û Duhok û Mehabad û Diyarbekir û Kerkûk û Sine û Dêrsim û Erbîlê. [2586 hirori_kur] Li hindav tev bajar û bajark û gund û hîşetên Kurdistanê. [2587 hirori_kur] Didît ku giş rûniştivanên welatê wî li derve ne, çavên gişan bi darî ve girêdayî ne û ew pevre, bi dengekê dijwar û pir xurt, duruşm û sloganên mîna hev dibêjin. [2588 hirori_kur] Dêmên wan yên li ser erdî her mîna wan dêman bûn yên wî li ser darî hilkolandîn. [2589 hirori_kur] Wê gavê wî dizanî ku canê canemergên Helebçe û Behdînan û sertaserî Kurdistanê dadikeftin bo nav wan laşên li ser erdî mayîn. [2590 hirori_kur] Her canek li ser gelekan belav dibû û weha xelik hemû digehandine hevudu û dikirine yek hêz û ew hêz dibû lihî. [2591 hirori_kur] Wê lihiyê dijminên mirovatiyê, faşîst û nifişperês radimaliştin. [2592 hirori_kur] Piştî ku lihiyê hemû erd vegirtî, ba û bahoz û lihî rawestiyan û dibû roja vejîn û sizadanê. [2593 hirori_kur] Şêro! [2594 hirori_kur] Hilo rabe hê baranê xîveta te ne birî. [2595 hirori_kur] Wî bi wî dengî ageh ji xwe bû. [2596 hirori_kur] Seh kire xwe, wî xwe ji serma û sirê werpêçabû serêk, baran ji banê xîveta tenik û dirhayî, ji teniştên wê yên kunkun hatibû ser wî û bin wî. [2597 hirori_kur] Wî lêvên xwe miçandin û lama xwe ya jêrî gest. [2598 hirori_kur] Wî serê xwe hijand û ew bi herdu destên xwe girt û givaşte serêk. [2599 hirori_kur] Dixwest xwe qayil bike ku ew, ya ku wî dîtî, rast bû. [2600 hirori_kur] Çavên xwe girtine ve û xwest hizra xwe bêxe ve ser wê bûyerê, lê dengê cendirmeyan û çadira diryayî û birs û sermaya wê derê û sîma ku kempa Mêrdînê dormandor dikir, guman li nik wî nehişt ku ew, ya ku wî dîtî, ne rastî bû lê xewnek bû. [2601 hirori_kur] Lê di nav wî de baweriyek hebû ku çi zû û çi dereng dê her tiştekê wisa rûbide. [2602 hirori_kur] Ew çend heyvek bûn li ser hatina wî bo bakûrê Kurdistanê derbasbûbûn. [2603 hirori_kur] Wî wesa hest pê dikir her weku ew ji devê gurgekî verestine bona ku bikevin bo nav devê gurekê dî ku bi dîtina wî Tirkiya bû. [2604 hirori_kur] »Ew dixwazin me ji xwe re bikin dûvelank û me ji bo berjewendiyên xwe bikarbînin, hey pa xişîm in. [2605 hirori_kur] De bila di kevilên xwe de birizin«, ev gote xwe û hizra wî kete ser tiştekî; Ka çawa wê nalenal û janên wî xelkê derbiderbûyî û li qinarêdayî bigehîne cîhanê. [2606 hirori_kur] Hêj defterkên wî pê re bûn, di yekê de navnîşanên dost û hevalên ku ji welatî derketibûn hebûn. [2607 hirori_kur] Berperên wê vedan û li navnîşana hevalekî ku demekî pêşmerge bû li devera Berwarî Bala, gerha. [2608 hirori_kur] Wî pêşmergeyî welat hişt û derkeft derê û piştî derkeftî kaxezkek ji Şêroyî re şandibû û tê de navnîşanên xwe jî nivîsandibûn. [2609 hirori_kur] Wî navnîşanên wî hevalî dîtin û kêfa wî pir bi hindê hat. [2610 hirori_kur] Wî hizra xwe di hindê de nekir ka ew heval dikare çi bike û çi neke, lê ya giring li nik wî ew bû ku wî kesek dît ku dikare ya di nav xwe de, wê lihiya pengiyayî berde ser kexezekê û ji wî re bişîne. [2611 hirori_kur] Qelem bi dest xwe girt û kete ber nivîsandinê û piştî çendekê ev kaxezk ji wî hevalî re nivîsand: [2612 hirori_kur] »Silavên mişextî û derbiderî û rezîliyê! [2613 hirori_kur] Kekê min, ez nizanim çawa vê kaxezkê ji te re binivîsim, çunkî eger ez ya di dilê xwe de hemûyê ji te re bibêjim, kaxez têra nakin. [2614 hirori_kur] Îro her kesekî, her gund û bajarekî, her çiya û geliyekî, her darekê û her tilorekî çîrokeka xwe ya pir xemgîn û bi jan heye. [2615 hirori_kur] Her piştî ku Îranê biryara 598-ê qebûl kirî, xwecihên deverên azadkirî ketine di teqeleqê de. [2616 hirori_kur] Çunkî giş di wê bawerê de bûn ku dijmin dê êrişekê bîne ser wan. [2617 hirori_kur] Rejîma Iraqê her zû hemû hêzên xwe ku hejmara wan nayê gotin vekişandine Kurdistanê. [2618 hirori_kur] Bawer bike çi hêzeka weha mezin ne birbû, ne Faw û ne jî Mihemereyê. [2619 hirori_kur] Enfalan, ji hemû deriyan dest pê kir: Ji Akrê, Dînartê, Nihêlê, Bakurman, Şêxan, Etrûş, Duhok, Zawîte, Sersing, Mangêş, Dêrelûk, Şêladiz, Geliyê Zaxo, Batûf, Bêgova, Kanîmas, Amêdî, Qediş, Bamernê, Dûkerê û hemû cihên dîtir mîna Senat, Şeraniş, Kişan, Balole, Hiror, Bêduh, Deştanê û li seranserî Kurdistanê. [2620 hirori_kur] Iraqê li 18/8 1988-ê pilana xwe ya Enfalan û destpêkirina êrişan danî. [2621 hirori_kur] Mebesta wan girtina sinûran û paşî jinavbirina kurdan û xwecihênKurdistanê bû. [2622 hirori_kur] Di 25.08.1988-ê de firokeyên cengî bi awayekê berfireh gundên deverê dane ber bombeyên kîmyewî. [2623 hirori_kur] Xelkekê pir hate kuştin. [2624 hirori_kur] Di 28/8 1988-ê de êrişa dijminî ya mezin, ji wan hemû rexên min li jor destnîşankirîn û bi mebesta girtina tuxîban û ji kurdan re deynana kuştargeha giştî, dest pê kir. [2625 hirori_kur] Xelkê, mal û tiştên xwe hêlan û bi canê xwe bi tenê ve derkeftin. [2626 hirori_kur] Rewşeka weha peydabû ku di xeyala mirovan de nebû. [2627 hirori_kur] Her pêşmergeyekî û her çekdarekî berê xwe da mala xwe bona ku wan biparêze û wan derbasî sinûran bike. [2628 hirori_kur] Sehmeka mezin bi serê xelkî keft û ew ji hêz keftin. [2629 hirori_kur] Şer ji me nehat. [2630 hirori_kur] Her yekî ji me xwe dît yê bi tenê. [2631 hirori_kur] Nêzîkî 70 hezar kes hatine ser sinûrên ku li ser navê Tirkiyê ne. [2632 hirori_kur] Gelek jî bi rêve mirin yan ketine nav destê dijminê har û hov. [2633 hirori_kur] Çendhezar malbat di geliyê Bazê de ketine nav destên neyarî û hemû berzebûn û dibêjin ew di 29/8 1988-ê de, bi bombeyên kîmyewî hatine jinavbirin. [2634 hirori_kur] Rewşeka wisa tengav û aloz bû ku keç û kur û dayik û bab û jin û mêr hevudu wunda bikin. [2635 hirori_kur] Gelek jê ketine nav xefk û boseyên dijminî; çwar zarok di sevîkekê de li ser pişta dewarekî ketine dest dijminî û ji hinek malan, ji hejmara bîst kesan, yek jê ji dest dijminî qurtalbûye. [2636 hirori_kur] Hinekan jî heya vê gavê jî ageh ji kes û karên xwe, ji dayik û bab û zarokên xwe nîne û nizanin ka çi bi serê wan hatiye. [2637 hirori_kur] 17 kes ji gundê Çelkê, 11 kes ji gundê Kurêmeyî û gelek ji gundê Wermêlê hatine girtin û di cih de gullebarankirin. [2638 hirori_kur] Piraniya wan yên ku xwe dane dest Iraqê her di cih de, piştî êxsrîrbûnê hatine kuştin. [2639 hirori_kur] Yên ne kuştîn jî girtin û birin bo deşta Erbîlê. [2640 hirori_kur] Ew di wan ordîgehên zoremilî de pir rezîlbûn e. [2641 hirori_kur] Hindî gundên devera Behdînan bûn xwe kolikek jî ne hiştiye, hemû xanî û gund û tişt û mişt sotin û xerab kirin. [2642 hirori_kur] Piraniya rûniştivanên deverê berî hatina leşkerê Iraqê xwe gihandine ser sinûran digel Kurdistana bi ser Tirkyê ve. [2643 hirori_kur] Di 29/8 1988-ê de hemû peywendiyên me bi serkirdayetiya pêşmergeyî re hatine birîn. [2644 hirori_kur] Hêzên leşkerê Tirkiyê pêkul kirin rê li ber me bigirin lê neşiyan wê lihiya xelkî rabiwestînin û bo paşde vebigerînin. [2645 hirori_kur] Qereqolên wan gundan daxiryane ser wan sinûran û ketine nav jin û zarok û pîremêran û ew dane ber qontaxên tivengên xwe û xwestin wan bavêjin ve bo nav agirê şerî, bo ber bombe û top û jehra Iraqiyan. [2646 hirori_kur] Rewşeka gelek nexweş û tengav bû, bawer bike, wî halî carna em wisa tengav dikirin, ku bû egera hindê ku hinek, xwe ji xeman û bêgaviyê bikujin. [2647 hirori_kur] Armanca Tirkiyê ew bû sinûran bigire û arîkariya Iraqê bike. [2648 hirori_kur] Lê ji dest wan derkeft û ew xelkê bêzar û perîşanbûyî bi dar û keviran êrişî cendirmeyan bûn û cihên xwe di wan geliyan de kirin. [2649 hirori_kur] Piştî sê rojan Tirkiyê daxuyaniyek derxist ku dê me vebiguhêze kempan. [2650 hirori_kur] Em deh rojan man li Colemêrgê û paşî em birin bo ordîgehê Silopiya. [2651 hirori_kur] Kemp 4 heta 5 kîlometran ji Birehîm Xelîlan dûr e. [2652 hirori_kur] Kemp bi dîwarekê bilind dormandorkiriye. [2653 hirori_kur] Li ser wan dîwarên bilind têlên ji hesinî hene û stiriyên ji hesinî bi têlan ve nin. [2654 hirori_kur] Em di vê kempê de deh hezar û pênc sed kes bûn. [2655 hirori_kur] Nêzîkî heşt sed kes di bin çadiran de bûn û yên mayîn li ber tehirka tavê bûn. [2656 hirori_kur] Xwarin li wê derê tirşikeka zelal bû; dema mirovî nokek yan pirteka pitatan tê de dîtiba, da ji kêfan de giriya mirovî hêt. [2657 hirori_kur] Bi kurtî xwarin, nan û aveka bi tematê şêlandî bû. [2658 hirori_kur] Ça tune bû. [2659 hirori_kur] Derkeftin ji kempê qedexe bû, seredan qedexe bû û arîkarî ji derve, ji kurdên deverê dihat, lê cendirmeyan ne dihişt ew bikeve hundurî kempê. [2660 hirori_kur] Piştî 15 rojan hinek ji me hatine veguhaztin bo kempa Mêrdînê. [2661 hirori_kur] Hejmara me di vê kempê de nêzîkî 16 hezar kesa ye. [2662 hirori_kur] Ha zivistan hat û hê em li bin çadirên diryayî nin. [2663 hirori_kur] Li vir sermayeka zor heye û bayekê sar yê bi hêz dihêt. [2664 hirori_kur] Cilkên zivistanê û nivînkên xewê tine ne. [2665 hirori_kur] Her deh dwazde kesan sê çiwar betenî hene. [2666 hirori_kur] Xelik neçarbûye ji tirsa sermayê, ji wan beteniyan, ji xwe re cilkên zivistanê çêdikin. [2667 hirori_kur] Gelek êş peydabûne; zikêşî û serêşî û gêjbûn ji hemû êşan mişetir in. [2668 hirori_kur] Her roj neh deh zarok dimirin. [2669 hirori_kur] Derman û dermankirin weku pêwîst nîne. [2670 hirori_kur] Birîndarên kîmyewî di nav me de hene, lê Tirkî dixwaze wan wunda bike yan weneke rojnamegerên biyanî wan bibînin. [2671 hirori_kur] Me pir hewilda rewşa xwe, bi ruyê wê yê rastîn bêxin ber çavên Xaça Sor û Amnestî û Parlementoya Ewrupî û rojnamegeran. [2672 hirori_kur] Di van rojên dawiyê de otomobîlek carna cilka û pêlavan û tişt û miştine din tîne û difiroşe, lê belê giran, bi du qatî bazarî difiroşe. [2673 hirori_kur] Niha tiştên hişik yên xwarinê mîna noka û nîska 10 rojan carekê didin me û ew pir kêm e û carna ew deh rojên wan dibin 15 û 25 roj. [2674 hirori_kur] Hindî birinc û şekir e bi çavan jî nayên dîtin. [2675 hirori_kur] Hizir bike, di van rojan de cendermeyan naylon anî bona ku bi ser çadirên diryayî de vedin û gotin eve ji we re 25 hezar metrên naylonî, lê dema me naylon pîva derket 7 hezar metir. [2676 hirori_kur] Evca her tiştek û karek li vê derê, bi vî terzî û vî awayî ye. [2677 hirori_kur] Bertîl rolekê pir mezin dileyize û çavên berpirsyarên Tirkan heta li wî parîkî jî ye yê di devê me penaberan de. [2678 hirori_kur] Her weku ji gotin û reftarên Tirkiyê xuya dibe, ew me bi penaber nastîne. [2679 hirori_kur] Hindî ji dest wê dihêt, ew probleman ji me re çêdike û jiyana me li vir nexweş û tengav dike bona ku em bêgav bimînin û xwe bidin dest Iraqê. [2680 hirori_kur] MÎT penaberan dibe vekolînan û ji wan dixwaze ku bi wan re kar bikin. [2681 hirori_kur] Dema kesek gelek ne xweş dikeve, ew wî dibin nexweşxaneya bajêrî lê nahêlin çi kesek ji kurdên wî bajêrî pê re bipeyive û eger kesekî hewilda bi wan re bipeyive, mîtên bi nexweşî re, wî kesî didin ber zileh û şeqaman. [2682 hirori_kur] Ji bilî penaberên Silopiya û Mêrdînê, 13 hezarên din jî di kempa Diyarbekrê de ne û 7 hezar di ya Mûşê de ne. [2683 hirori_kur] Di vê dema dawiyê de sê xwepîşandan di kempan de hatine kirin. [2684 hirori_kur] Yek ji wan di 12/9 1988-ê de, di kempa Silopiya de, li dijî rewşa kempê ya pir xerab hate kirin. [2685 hirori_kur] Rojnamevanên rojava hatin bo nav kempê. [2686 hirori_kur] Cendirmeyan jî birîndarên kîmyewî ji ber çavan veşartin bona ku rojnameger wan nebînin. [2687 hirori_kur] Penaberan jî ji cendirmeyan daxwaza wan birîndaran kir ji bo ku rojnameger wan bibînin û li ser wan binivîsin, lê cendirme û polîsan guh neda daxwaza penaberan û hevalên wan yên birîndar neanîn. [2688 hirori_kur] Penaberan jî xwe bê deng nekir û dest dan kevir û beran û êrişî cendirme û polîsan bûn. [2689 hirori_kur] Cendirme û polîsan jî berê luliyên tivengên xwe dane penaberên xwepîşander û gullebaran kirin. [2690 hirori_kur] Du penaber hatin kuştin û sê birîndarbûn û her weha çend cendirme jî birîndarbûn. [2691 hirori_kur] Di kempa Diyarbekrê de jî û ji ber reftara cendirmeyan ya nebaş digel penaberan, penaber û cendirme û polîs hevrûşî yekudu bûn û di herdu aliyan de birîndar keftin. [2692 hirori_kur] Bawer bike hindî mirov binivîse hê kêm e û mirov nikare hemû êş û janên vî xelkê me yê perîşan û derbibre bîne ziman. [2693 hirori_kur] Ez nizanim, gelo wujdana mirovatiyê miriye yan ageh ji vê karesata me nîne, heke çima ew arîkariyeka rastîn ji me re nakin? [2694 hirori_kur] Mirov digel vî xelkî be û kesek be ji van çîrokan be, bê çîrok nabe û pêwîst e her yek ji me çîroka xwe bibêje û wê bi ziman bêxe. [2695 hirori_kur] Carna ji ber sermayê û nebûna lihêfk û beteniyan heta berê sibê xew bi çavên me yên mandîbûyîn nakeve. [2696 hirori_kur] Dibe ku tu bawer nekî ku eve ji sê mehan bêtir e, me, ne goşt û ne fêqî û ne zerzewat, ne bi çav dîtine û ne xwarine. [2697 hirori_kur] Em di rêza toalêtê de nêzîkî seetekê radiwestin heta gera me û mîstin û rîtinê dihêt. [2698 hirori_kur] Eve sê meh in, ji bilî ku carekê, di edebekê de, bi ava tezî, heke me ser û laşên xwe ne şûştine. [2699 hirori_kur] Tirkiyê di van rojan de xelkî dizoxîne bona ku derbikevin û kî ve biçin bila biçin, bes li cem wê nemînin. [2700 hirori_kur] Piraniya penaberan weha dikin û formên daxwazîkirina mafê rûniştinê bo welatên cur bi cur pir dikin û piranî ji bo welatên ewrupayî ye. [2701 hirori_kur] Ez bi xwe, bi rastî li dijî vî karîm e û ez pir pê diêşim û min navê xwe di çi lîsteyan de ne nivîsandiye û min çi formên ji wî rengî jî ne pir kirine. [2702 hirori_kur] Ez hindî tême xwe, ez nikarim dev ji welatê xwe ber bidim; dilê min her digel xelkê min e, bi bajar û gund û Kurdistana min re ye, digel wan de ye yên ku xwe ji bo azadiya me şehîdkirine. [2703 hirori_kur] Rast e kêmasî gelek hebûn û nexasme vê carê; serkirde û serkêşên me ji çewtiyan bûbûn tilove û hê dikin, lê divêt em ji bîra xwe nebin ku ev dirbê dijminî dirbê tirsinok û hov bû û bi tivenga rep û rût şerê kîmyewî nayê kirin. [2704 hirori_kur] Lewma ez dibêjim ku pêwîst e em û nemaze rêber û siyasetmedarên me, bi ciddî li ser ya ku heta niha wan kirî û hatiye kirin rabiwestin. [2705 hirori_kur] Wê hemûyê hilbisengînin û vekolînan li ser bikin û berî ku pêngavine din bavêjin bizanin dê çawa û bo çi û ber bi çi armanc û ber bi kûderê ew gav dê hêne havêtin. [2706 hirori_kur] Divêt em li dû metod û rêçareyên nû û armancbertir û kêmziyantir bigerhin. [2707 hirori_kur] Ez li vir nizanim ka hûn, kurdên li Ewrupayê dikarin çi bikin, lê bêguman tiştek ji dest we jî dihêt û hûn ji me bêtir dikarin cîhana derve û raya giştî ya wan welatên hûn tê de dijîn li ser vê ya bi serê me têt agehdar bikin. [2708 hirori_kur] Ji wan re bibêjin ku Iraq û dagîrkerên din yên Kurdistanê, me bi wan çekan dikujin, yên ku ew çêdikin û difiroşin van mirovkujan. [2709 hirori_kur] Hûn dikarin dostên me li wan dera pir bikin ji bona ku destê arîkariyê dirêjî miletê me yê bindest bikin. [2710 hirori_kur] Lê wan têbigehînin jî ku ew arîkariya wan ya bi rêya Tirkiyê dihêt, ji gayî guh jî nagehe me; Tirkî, eger ne hemûyê, piraniyê ji xwe re didize. [2711 hirori_kur] Hûn, eger xwe hebekê biêşînin, dikarin di warê diravî de alîkariyeka diravî ji miletê xwe re bişînin. [2712 hirori_kur] Heval, xwezîkên wê rojê em û hûn, hemû bi hev re di welatê xwe yê azad de hevudu bibînin û miletê me serê xwe bi tenahî û aştî dabine ser balgihê xwe.« [2713 hirori_kur] Piştî ku Şêroyî kaxez timam kirî, ji wî hevalê xwe re şand. [2714 hirori_kur] Paşî xatra xwe ji hevalên xwe yên di kempê de xwest û xwe bi şev vedizî û ji kempê derkeft û berê pêyên xwe da warkên caran li başûrê welatî. [2715 hirori_kur] Şêro gelek yê bi lez bû ku xwe bigehîne wê derê. [2716 hirori_kur] Wî digote xwe »xwezî neçarî hindê nebim ku careka din dest bidim ve tivengê û xwezî ku her tişt bi aştî û diyalogê bihête çareserkirin«. [2717 hirori_kur] Lê wî baş dizanî ka çawa çeplelêdan bi destekî bi tenê nabe her weha aştî jî bi hezkirina wî û bi wî bi tenê bicînabe û divêt yên din jî baweriyê bi hindê bînin û ji dil bo hewil bidin. [2718 hirori_kur] Hindî ew nêzîkî rûgehê dibû, wî, di nav xwe de, hesteka bêtir bi şadbûn û serbilindiyê dikir û her weku barekê giran ji ser milên xwe dihavêt û digel xwe sirûda nîştîmanî ya kurd »Ey reqîb« digot û rêya ber bi bûka dilî berneda û li pişt xwe ne zivirî ve. [1] Mîrê Emgiónê mîrekî kurd Li Vlachernê girtî Pêşkêşî agirê te dike evê axaftinê: Dûşîza ku kesek ne xwedî ye dûşîza ku ne xwediyê tiştekî ye, Ruhê min ji min re goti bû ku ez ê li hemberî wan serî hildim Ger ku serê min evê gavê Li ser darekî daçikandî li ber derî be jî Fikra min li ba te ye Dûşîza ji Agir û ne ji Tiştekî [2 kut_mehkum] Gunanar Ekelöf [3 kut_mehkum] Dîwan li ser mîrê Emgiónê [4 kut_mehkum] Serûpê [5 kut_mehkum] Gemşo wexta di deriyê hewşê re derbasî hundur bû, pîreka wî, Nûrê ji mêj ve tifik amade kiri bû. [6 kut_mehkum] Beroş, textik û kêra xwe jî li ber tifikê danî bû. [7 kut_mehkum] Ji mêrê xwe re; »Qewet be ji te re!« got û telîs ji destê wî girt. [8 kut_mehkum] Gemşo, tenê got; »Divê ez bi lez destlimêja xwe bigirim ku bigihim nimêja nîvro bikim.« Paşê jî rast çû hundurê odê. [9 kut_mehkum] Nûrê li keça xwe ya mezin qêrîya ku ji bavê xwe re misîn tijî av bike. [10 kut_mehkum] Bi dû de jî bi kêf û zûzûka devê telîs vekir. [11 kut_mehkum] Bi vekirina devê telîs re bîhna serûpê û hinekî jî ya hûr li hewşê tevî belav bû. [12 kut_mehkum] Bîhn ê çû be kûçikê malê Beşo jî, ku ji ser sergo bi lez hate hewşê, li ber Nûrê sekinî û teriya xwe livand. [13 kut_mehkum] Pisîka malê jî ji sibê de li axur, li mişkekî ku ji nav lepên wê reviya bû digeriya, lê heta nuha jî hêj zeft ne kiri bû. [14 kut_mehkum] Pir jî birçî bû bû. [15 kut_mehkum] Gava wê jî bîhna serûpê kir; dev ji lêgerîna mişk berda, rast xwe li bîhnê girt û hat... [16 kut_mehkum] Lê bi hatina xwe pir poşman bû. [17 kut_mehkum] Bi zora heft belan xwe ji nav lepên Beşo xelas kir. [18 kut_mehkum] Bi şûnde çû axur, dîsa li mişkê xwe geriya. [19 kut_mehkum] Lê bi hatina xwe qismetê Beşo jî birî; Nûrê hêrs bû, kevirek li newqa Beşo da û ji hewşê berdayê. [20 kut_mehkum] Nûrê ser û lingên mîhê li ser argûn qenc kizirandin. [21 kut_mehkum] Dûre jî li ser textik bi kêrê baş xeritandin; serê mîhê jî ji hev ali kir û gazî keça xwe kir ku avinê bîne ji bo serûpê bişon. [22 kut_mehkum] Ev karê han di wexteke pir kurt, weke nîv saetê de xelas kir. [23 kut_mehkum] Tenê kelandina wî ma bû... [24 kut_mehkum] Lê hêj hûr û roviyên mîhê li wir, ne paqijkirî bûn. [25 kut_mehkum] Çendî wext diçû, di bin germiya rokê de bîhna wan pîs dibû. [26 kut_mehkum] Nûrê hûr û roviyên mîhê xistin teşteke naylon, li pişta keça xwe kir û ew şande ser kaniyê da wan li wir bişo. [27 kut_mehkum] Bi vî awayî jî ji bo şîveke din jî haziriyên pêşin hati bûn kirin. [28 kut_mehkum] Nûrê çû kîlerê, legana xwe ji kîsê birxul nêvî kir û vegeriya hewşê, li ser dikê rûnişt û dest pê kir gûmişk û hin tiştên din ku ji birxul ne dihatin hesibandin neqandin. [29 kut_mehkum] Heta wê çaxê herdu zarokên wan ên biçûk jî ji nav gund hati bûn malê. [30 kut_mehkum] Herdu çûn li tenişta diya xwe rûniştin û alî wê kirin. [31 kut_mehkum] Gemşo wê rojê bêkêf xuya bû. [32 kut_mehkum] Nûrê di bêkêfiya mêrê xwe derxisti bû, lê nizanî bû ji ber çi ye. [33 kut_mehkum] Ji wexta ku hati bû bi kesekî re ne axifî bû. [34 kut_mehkum] Digel ku diya hênik bû bû jî ew hêj di hundur de bû. [35 kut_mehkum] Nûrê di dilê xwe de dig­ot; »Hewaleke vî mêrikî heye!... lê ka çi?...« [36 kut_mehkum] Dunya bû bû êvar, wexta xwarina şîvê bû. [37 kut_mehkum] Nûrê sifre amade kiri bû; gi­rar tev xisti bû leganekê û goşt jî danî bû ser. [38 kut_mehkum] Lê Gemşo hêj ji odê derneketi bû. [39 kut_mehkum] Dûre Nûrê çû hundur ku gazî bikiyê da were şîvê bixwe. [40 kut_mehkum] Gemşo li hundirê odê, li ser tejikekî, serê wî li ser balgihekê ramedandî, difikirî. [41 kut_mehkum] Nûrê; »Çi hewala te ye? [42 kut_mehkum] Çima tu wusa bêkêf î? [43 kut_mehkum] Xwedê neke, qey tu nexweş î?« pirsî. [44 kut_mehkum] Gemşo, hinekî bi xeyd; »Na! [45 kut_mehkum] Ez ne nexweşim; dev ji min berde!« got. [46 kut_mehkum] Nûrê hinekî bi tirs; »Ez xwarina te binime vir?« got. [47 kut_mehkum] Lê Gemşo; »Na! [48 kut_mehkum] Dilê min nuha naçiyê; pariyekî ji min re hilîne.« got. [49 kut_mehkum] Nûrê bi şûn de vegeriya cem zarokan; lê çi bibîne! [50 kut_mehkum] Herdu zarokên biçûk, bi kevçiyên xwarinê dikin ku serê hevdu bişkênin. [51 kut_mehkum] Her yekî bi aliyekî zimanê mîhê girtîye û bi alî xwe de dikişkişînin. [52 kut_mehkum] Ew dibê; »Ziman para min e!« û yê din dibê; »Na, ya min!...« Eger ku diya wan ne goti bûya; »Ziman para bavê we ye!« dê şerekî mezin di navbêna herduyan de derketa. [53 kut_mehkum] Lê wexta ku gotinên diya xwe bihîstin; dev ji hevdu berdan û dest bi kevaştina herdu lingên mîhê, ku para wan keti bû, kirin. [54 kut_mehkum] Gemşo heta ku dunya tarî bû di hundur de ma. [55 kut_mehkum] Lê vî çilê havînê, germ û wexma hundir ne dihat debar kirin. [56 kut_mehkum] Dûre rabû ser xwe û çû ser ban, li ser nivînan xwe dirêj kir. [57 kut_mehkum] Nûrê bi dû ku sifre da hev û zarok tev kirin xew ew jî hate li ser nivînan, li tenişt mêrê xwe rûnişt. [58 kut_mehkum] Gemşo jî paldayî cixarek pêxisti bû, hêdî hêdî lê bi hilmên dirêj dikişand. [59 kut_mehkum] Nûrê xwe ne girt û pirsî; »Ev îro bo çi tu wilo bê kêf î?« Gemşo zîvirî ser pîreka xwe, awirek tê veda; »Ma ez dê çawan bi kêf bim, ma xelk dihêlin!« Nûrê; »Çi karê me ji xelkê xera bû ye?« Gemşo keserek veda û hinekî bi qehr; »Dê çawa çi karê me ji xelkê xera dibe? [60 kut_mehkum] Çavên xelkê bi vê pariya nanê ku em dixwin bar nabe!« Nûrê; »Çi bûye? [61 kut_mehkum] Qey te û hinekan rahiştiye heve?« Gemşo hilmeke dawîn li cixara xwe xist, qunka wê bi erdê ve perçiqand, paşê; »Ev segbavê Ehmedo; ev serê mehekê ye li dû çawîşê qereqolê digere ku qesabiya qereqolê ji min bistîne. [62 kut_mehkum] Îro jî girûzak pakêtên “samson” di dest de hate cem çawîş û pis­tepista bû wî pê re diaxifî.« [63 kut_mehkum] Wexta wusa got, madê Nûrê bi carekê guherî. [64 kut_mehkum] Ev serê salekê bû rewşa wan ya aborî bi qesabiya ku mêrê wê ji qereqolê re dikir hinekî pak bû bû. [65 kut_mehkum] Gemşo ê heftê rojekê biçuya ji leşkeran re pezek bigura û heqdestê vî karî jî dê ser û hûrê pez bigirta. [66 kut_mehkum] Berê ji du mehan carekê goşt dixwarin an ne... Lê nuha li ser sifra wan her heftî goşt peyda dibû. [67 kut_mehkum] Sifra wan bi karê qesabiyê hinekî dewlemend bû bû. [68 kut_mehkum] Li gund ji du cot erdê wan pê va tiştekî wan yên din tune bû. [69 kut_mehkum] Herdu cotên erd jî debaran wan ne dikir. [70 kut_mehkum] Herweha serûpêyê ku mêrê wê dihanî, her ji du heftiyan carekê difrot gundiyên din û bi van peran jî kêmasiyên xwe wekî din dibuhurandin. [71 kut_mehkum] Bi kurtî, ji bo wan qesabiya qereqolê gelekî girîng bû. [72 kut_mehkum] Ji dest derketina vî karî malxerabî bû. [73 kut_mehkum] Li dunyayê hertişt dibû lê ev yeka ê neba! [74 kut_mehkum] Nûrê bi dengekî nîvxeniqî: »Tu çêl Ehmedê me yê Fatimê dikî?« Gemşo; »Na, na! [75 kut_mehkum] Ev ji gundê Çavnebarê ye. [76 kut_mehkum] Ne weke me feqîr e jî; zêdî du sed donim erdê wî jî heye.« Nûrê; »Weyla şeş top li malê keto!... Digel ku xwediyê evqas zevî ye, hêj çavên wî li hatina serûpêyekî pez e jî...« got û di dilê xwe de hezar nifir lê kirin. [77 kut_mehkum] Heta derengî şevê jî herdu li ser nivînan dirêjkirî, hişyar bûn. [78 kut_mehkum] Dûre ji hejmartina stêrkan çavên Gemşo westiyan, bêhemdî xwe xilmaş bû û di xew re çû. [79 kut_mehkum] Nûrê jî bi dû mêrê xwe de bi saetekê, ew jî bi zor di xew re çû. [80 kut_mehkum] Tiştên ku Nûrê di xewna xwe de dîtin pir tevlihev bûn: Gelek caran li cem zarokan û hinek caran xwe li cem mêrê xwe didît. [81 kut_mehkum] Carekê jî li ser kaniyê wexta ku serûpê paqij dikir; kûçikek bi dizî dihat, serê xwe dikire teştê, serê mîhê dikir nava diranên xwe û direvand. [82 kut_mehkum] Nûrê wexta ku didît kûçik serî direvîne, wê jî nemerdî ne dikir, dawa xwe dikir devê xwe û rast dida dû... Kûçik ew li nava gund tevî digerand. [83 kut_mehkum] Dûre wexta didît Nûrê ji dû venagere; berê xwe dida qelêç û direviya lê wê jî dida dû. [84 kut_mehkum] Di xewna xwe de heta berbanga sibê Nûrê her li dû kûçik bû. [85 kut_mehkum] Sibehî wexta ji xew rabû bû, ew jî li xurtbûna xwe ya şeva din ecêbmayî ma bû! [86 kut_mehkum] Lê xewna ku Gemşo dît pir zelal bû; Gemşo wê rojê ji paleyê dihat. [87 kut_mehkum] Gelekî birçî û westiyayî bû. [88 kut_mehkum] Li vegerê, pîreka wî serûpêyê ku Gemşo doh anî bû malê, çêkiri bû. [89 kut_mehkum] Nûrê sifrê li ber mêrê xwe amade dike. [90 kut_mehkum] Gemşo tu kêmasî di sifrê de ne dîtin. [91 kut_mehkum] Serê mîhê yê kelandî li ser legana miştgirar bû. [92 kut_mehkum] Herdu ling û ziman jî li dora serî bûn; Nûrê pîvaz û nan jî ji bîr ne kiri bûn, ew jî danî bûn ser sifrê. [93 kut_mehkum] Wexta ku Gemşo sifre wusan dît, av bi de­vê wî ket û bi lez destê xwe dirêjî serûpê kir. [94 kut_mehkum] Lê destên wî çûn valahiyê. [95 kut_mehkum] Sifre, fena ku yek ji ber bikişîne bi dûr diket. [96 kut_mehkum] Gemşo, bi qûnkişkê bi dû sifrê de çû. [97 kut_mehkum] Lê ew çiqasî ku diçû sifre hîn bêtir bi dûr diket. [98 kut_mehkum] Gava ku serê xwe bi jor de kir, çi bibîne! [99 kut_mehkum] Ehmedo ye yê ku sifre girtiye û ji ber direvîne. [100 kut_mehkum] Ehmedo tevî sifrê di derî re ji hundur derket. [101 kut_mehkum] Gemşo jî da dû; lê li devê derî leşkerekî singuwa xwe dixist sînga wî û ew paşde didehfand. [102 kut_mehkum] Gemşo bi piştê ve li erdê ket û ji xew çemd bû. [103 kut_mehkum] Wexta ku Gemşo hate ser hişê xwe dît ku ji ser nivînan gindirîye erdê. [104 kut_mehkum] Gemşo rabû ser xwe eşheda xwe anî, wê çaxê fam kir ku pir birçî bûye. [105 kut_mehkum] Rast çû merkeb hilda, xwarina ku pîreka wî jê re hilanî bû xwar. [106 kut_mehkum] Sibehî, Gemşo pîreka xwe şand dikana Çelo ku girûzak pakêtên “sam­som” bîne. [107 kut_mehkum] Nûrê li mêrê xwe nerî û got; »Kuro! [108 kut_mehkum] Girûzak pakêtên “sam­son” dinyake pere dike! [109 kut_mehkum] Tûtina te heye tu çima wê nakişînî?« Gemşo serê xwe hejand; »Keçê tu dîn î! [110 kut_mehkum] Ez ê çawan pakêtên “Samson” ji xwe re bikir­im! [111 kut_mehkum] Ma ez axe me, an jî milyonên min hene! [112 kut_mehkum] Heftiya ku bê ez ê ji çawîşê qereqolê re bibim ka bê hinekî dilê wî xweş nakim, ji bo qesabiyê ji dest min dernexe.« [113 kut_mehkum] Berî ku Nûrê di derîyê hewşê re derkeve, Gemşo li pey qêrîya; »Ku Çe­lo bixwaze, di bedêla pakêtên wî de em ê serûpeyêkî bidinê; tu wusa jê re bibê.« Nûrê; »Ez kefîlê te ku wê qayîl bibe û ku em bixwazin, ew ê di ser de hinek pere jî bide me. [114 kut_mehkum] Serûpeyek hêja ye du girûzên pakêtên “sam­son”.« got û çû. [115 kut_mehkum] Heftîkê şûnde, roja çarşembê bi berbanga sibê re Gemşo ji xew rabû. [116 kut_mehkum] Limêja xwe kir û xwe girêda ku biçe qereqolê. [117 kut_mehkum] Ev roja gurandina pez bû. [118 kut_mehkum] Bi parîk nan û tasek av xurîniya xwe şikenand û girûza pakêtên xwe xiste bin çengê xwe û riya qereqolê girt. [119 kut_mehkum] Bi meşê ji gund heta qereqolê nîv saet digirt. [120 kut_mehkum] Gemşo gavên xwe mezin kirin û lezand; diva bû dereng nemaya. [121 kut_mehkum] Gemşo zû gihişt qereqolê. [122 kut_mehkum] Wexta di deriyê hewşê re derbas bû hundurê bexçê qereqolê dudilî bû. [123 kut_mehkum] Nema dizanî bû ew ê pêşiyê biçe cem çawîş pakêtan bidiyê, an biçe karê xwe xelas bike û dûre here cem... Hêj wusan diramiya, ji nişka ve dengekî ew di cihê wî de ricifand. [124 kut_mehkum] Gemşo ev deng zû nas kir; wexta dikir pez serjê bike ev denga dibihîst. [125 kut_mehkum] Ev barîniya mîheke ku ew ê serjê bibûya. [126 kut_mehkum] Bi alî koza ku pez lê digurandin ve baz da; wexta ku gihişt nêzîkî kozê di cihê xwe de mat ma! [127 kut_mehkum] Çi bibîne! [128 kut_mehkum] Leşkerekî mîh girê­daye û li ber sekinî ye. [129 kut_mehkum] Ehmedo jî berdilka qesabiyê ku hêj bîhna xwêdana Gemşo jê ne çûye, li xwe kiriye û kêr di dest de bi mivredê tûj dike. [130 kut_mehkum] Ehmedo dema ku Gemşo dît, beşişî û bi alî mîha dikire maremar ve çû. [131 kut_mehkum] Dema ku Gemşo dît yek bi hêrs, bi ser de diqîre hate ser hişê xwe. [132 kut_mehkum] Çawîş li ber rawestî ye û bi tirkî dibê: »Tu ker Bûye! [133 kut_mehkum] Ev çar carin ku ez bang te dikim.« Gemşo, bêyî ku awirên xwe ji ser Ehmedo û mîhê dagerîne, ji çawîş re got; »Min bibexşîne begê min! [134 kut_mehkum] Min dengê we ne bi­hîst.« Çawîş girûza pakêtên “samson” di bin çengê Gemşo de dîti bû. [135 kut_mehkum] Çawîş; »Kuro! [136 kut_mehkum] Bi xwedê tu merivekî merd î. [137 kut_mehkum] Tu naxwazî di bin qenciya kesekî de bimînî.« û bêyî ku Gemşo pakêtan bidiyê wî bi xwe destê xwe dirêj kir, girûza pakêtan ji bin çengê wî derxist. [138 kut_mehkum] Çawîş; »Te ev ji bo min anî ne, ne wisa?« Gemşo; »Belê, min ji we re anî...« Lê hêj gotina xwe xe­las ne kiri bû, Ehmedo kêr da qirika mîhê. [139 kut_mehkum] Destên Gemşo bêhemd çûn ser qirika wî; te digo qey Ehmedo ne qirika mîhê, ya wî dibire. [140 kut_mehkum] Gemşo xwest ji çawîş re tiştekî bibê lê çawîş ji wir bi dûr keti bû. [141 kut_mehkum] Nema dizanî bû dê çi bike? [142 kut_mehkum] Hertişt vekirî bû; ji îro û pê ve Ehmedo qesabê qereqolê bû. [143 kut_mehkum] Tiştê ku bi tenê hate bîrê, ev bû ku ji wê derê berî deqeyekê bi dûr bikeve û wusan jî kir. [144 kut_mehkum] Bi riya malê de Gemşo ne dixwest ku tiştekî bifikire, lê deynê Çelo, yê pakêtên »samson« her li bîrê bû. [145 kut_mehkum] Eva demek bû ku pirika malê bêhal bû. [146 kut_mehkum] Dilê wê yê ku heftê salan bêwes­tan lêxisti bû dida xuyakirin ku êdî westiyaye û vê vatiniyê nema dikane bimeşîne. [147 kut_mehkum] Pirikê ji xelkê malê xwest ku cihê wê li ber pacê çêbikin. [148 kut_mehkum] Mîna wan jî dizanî bû ku pirika ixtiyar rojên xwe yên dawîn dijî, ji ber vê jî hemû xwestinên wê bi cî dihanîn û cihê wê vê gavê li ber pacê, li oda jorîn çêkirin. [149 kut_mehkum] Dîsa li ser xwestina wê, oda jorîn ji qerebalixa zarokan û çûnûhatina mêvanan mehrûm hişti bûn. [150 kut_mehkum] Di oda dengmirî de, pirîka ixtiyar tena serê xwe li gel raman û bîreweriyên jiyana xwe ya derbasî bû. [151 kut_mehkum] Ruhstênê ku leza wî hebû, li dorhêla malê diçû û dihat. [152 kut_mehkum] Her ku derî vedibû çavek li hundur digerand, dinerî ka pirika ixtiyar amade ye ku ruhê xwe teslîm bike an. [153 kut_mehkum] Lê dema didît ku pirîka ixtiyar bi bîreweriyên jiyana buhurî ve meşgûl e, fersendek didayê, ne dixwest wê nerihet bike û dîsan bi paş de vedi­geriya. [154 kut_mehkum] Dibên dema ku mirov diçe ser heqiya xwe, beriya ku ruhê xwe teslîm bike, hemû jiyana xwe bi bîr tîne. [155 kut_mehkum] Jiyana meriv mîna şerîteke filîmê sîne­mayê di ber çavên meriv re derbas dibe. [156 kut_mehkum] Lê eva ji bo pîrika ixtiyar ewçend ne hêsan bû. [157 kut_mehkum] Wê ê li filîmê kîjan jiyanê bimeyizanda! [158 kut_mehkum] Jiyana wê ya eslî jê dizî bûn. [159 kut_mehkum] Heta dehsaliya xwe ew jiya bû. [160 kut_mehkum] Ew deh sal li ocaxê bavê, li gel xweng û biran, ehl û dostan, bi germiya evînê û dostaniyê bihurandi bû. [161 kut_mehkum] Hê jî dema ku difikirî, germiya evîniya wê jiyanê li canê xwe hîs dikir. [162 kut_mehkum] Dengê dê û bavê di guhên wê de olan dida: »Marya... keça min, xwe zû girêde, em ê biçine dêrê! [163 kut_mehkum] Em dereng nemînin... nuha ayînê dest pê kiriye!« Wê gavê ê Marya kincên xwe ên xweşik li xwe bikirana û li gel dê û bav, xweng û birayên xwe, riya dêrê bigirtana. [164 kut_mehkum] Dengê jama dêrê ji dûr ve dibihîstin, ev îşareta destpêki­rina ayînê bû. [165 kut_mehkum] Lê xem ne dikir, dereng jî bimana ew ê dîsan biçûna, li nav dost û merivên xwe, cihê xwe bigirtana, paşê jî guhdariya metrên bikirana. [166 kut_mehkum] Wê demê Marya zêde tiştek ji gotinên metran fam ne dikir, lê dîsan jî beşdarbûna ayînê li xweşa wê diçû. [167 kut_mehkum] Li wir hemû hevalên xwe didîtin. [168 kut_mehkum] Dêr jî avahiyeke mezin û bilind bû. [169 kut_mehkum] Hemû bi heykel û wêneyên pîrozwer xemilî bû. [170 kut_mehkum] Li beramberî xelkê, li ser dikek hinekî bilind û fereh, xaçek ke­virî û mezin bilind dibû û bi xaçê ve jî heykelê Mesîhê xaçkirî, dardekirî bû. [171 kut_mehkum] Ji herdu dest û lingên wî yên ku bizmar tê de kuta bûn, xwîn diherikî, herweha ji kêlekek wî jî xwîn diherikî. [172 kut_mehkum] Marya çîroka Mesîh dizanî bû, ji ber ku li malê jî dê û bavê wê eva kat dikirin: Mesîh lawê Xwedê bû; mî­na mirovekî hati bû dunyayê. [173 kut_mehkum] Wî xwesti bû, gotin û heqiya Xwedê pêşkêşî mirovan bike û bi vî babetî mirovan ji zilm û zordariyê azad bike. [174 kut_mehkum] Lê mirovan jê bawer ne kiri bûn, helbet ne hemûyan. [175 kut_mehkum] Yên ku jê bawer kiri bûn jî hebûn; donzdeh hewarî û wekî din jî hin mirovina baweriya xwe pê anî bûn. [176 kut_mehkum] Lê yên mîna Heredos û Pontus Pîlatus pê bawerî ne anî bûn, evana jî mirovên bi qewet, paşe û general bûn. [177 kut_mehkum] Li ser daxwaziya wan jî Mesîh ku lawê Xwedê bû, mehkeme bû bû û hati bû mehkûmkirin. [178 kut_mehkum] Paşê jî ew li xaçê xisti bûn. [179 kut_mehkum] Hercar bavê wê; »Erê!« digot. [180 kut_mehkum] »Ew bû qurbanê gunehkariya mirovan, wî xwe kire qurban, ji bo ku Xwedê me efû bike!« Bavê wê jê re ;»Marya!« digot »Me navê diya Mesîh li te kiriye. [181 kut_mehkum] Navekî pîrozwer e.« Lê nuha, mîna gelek tiştên din ev nav jî bû bû xewneke şe­van. [182 kut_mehkum] Ev şêst sal bû ku ev nav bi kar ne anî bû. [183 kut_mehkum] Neviyên wê, pirika Emînê jê re digotin û wisa gazî dikirinê. [184 kut_mehkum] Emîne jî navekî pîrozwer bû, lê eva ne ji bo mesîhiyan, ji bo misilmanan wisa bû. [185 kut_mehkum] Gerçî, navê Emîne ew ji mirinê xelas kiri bû, lê nuha dema ku difikirî, têdigihişt ku bi vî navî re gelek tişt jî winda kiribûn. [186 kut_mehkum] Dibên “Zeman hemî birînan derman dike!” Lê eva ji bo pîrika Emînê derbas ne dibû. [187 kut_mehkum] Di dawiya temenê xwe de, ji nû ve bû bû zarokek. [188 kut_mehkum] Ew Marya ku şêst sal berê di hiş û dilê xwe de veşarti bû, serê xwe derdixist û dibişirî. [189 kut_mehkum] Marya evîndar ku mîna çîçekek nûbişkuvî bû, girti bûn û hilqe­tandi bûn; ji dar û erda wê kiri bûn. [190 kut_mehkum] Lê nuha ji nû ve dixwest bibişkuve, ji nû ve dixwest bibe Marya. [191 kut_mehkum] Û vêca ew ê tu kesî rê li ber ne girta, ne ax­ayên kurd yên zalim û ne jî leşgerên osmanîyan! [192 kut_mehkum] Bi bîreweriyên Maryayê re birînên şêst sal berê jî ji nû de vedi bûn. [193 kut_mehkum] Eva birînên dijwar bûn û di wexteke mîna şêst salan de derman ne dibûn, ji bîr ne dibûn. [194 kut_mehkum] Hê jî dema ku ew rojên fermana mezin bi bîr dihanîn, di­cirifî, ecêbmayî bû û hiş û aqil ne dida mekruhî û barbariya mirovan! [195 kut_mehkum] Mirovên ku cîranê wan bûn, ewên ku di bajarekî de, li kolanekê bi salan li gel hev jiya bûn û ji hev re digotin; »Krîvo!« û »Krîvê!«; di rojên fermanê de gelek ji wan bû bûn mîna gurên devbixwîn û êrîş dibirin ser wan, ew dikuştin û talan dikirin. [196 kut_mehkum] Belê ev ne karê mirovan bû, ev ne karê aqilan bû... [197 kut_mehkum] Lê birîna giran, êşa ji hemûyan mezintir, windakirina dê û bav, xweng û birayan bû. [198 kut_mehkum] Di wexta fermana mezin de bû: Rojekê dîsan famîlya wan hemû li gel dost û merivên xwe, li dêrê civiya bûn. [199 kut_mehkum] Metran wazên xwe kiri bûn. [200 kut_mehkum] Di nav wazên metrên de tenê gotinek dihate bîra wê. [201 kut_mehkum] Eva ji Incîlê bû, Mesîh goti bû; »Ji dijminên xwe hez bike!« Paşê jî koma zarokan dest bi kilamên dînî kiri bû, distiran. [202 kut_mehkum] Marya jî gelek caran beşdarî vê komê dibû. [203 kut_mehkum] Lê nuha tu kilam bi bîr ne dihanîn, ji xwe ji wê rojê û vir de qet tu kilam ne goti bûn. [204 kut_mehkum] Hê koma zarokan kilama xwe didomand, dema dengê şawşawekê nêzîkayî li dêrê dikir. [205 kut_mehkum] Zarokan dev ji kilamê berda bûn, hemû mirovên di hundurê dêrê de, mîna ku dîzanî bûn ew ê çi biqewume, komî ser hev dibûn. [206 kut_mehkum] Çend ixtiyaran li hemberî heykelê Mesîh îşareta xaçê derdixistin û due dikirin. [207 kut_mehkum] Metran ji cihê xwe radibû, ber bi deriyê dêrê diçû û ji yên hundur tika dikir ku bêdeng bin. [208 kut_mehkum] Lê ji nişka ve deriyê dêrê bi şingeding vedibû û komek leşker û zilamên kumsor, bi çek û rextan pêçayî, êrîşî hundur dikirin. [209 kut_mehkum] Metranê ku li ber derî, li ser kabokan ji wan tika dikir, derba pêşin xwari bû! [210 kut_mehkum] Paşê jî dest bi yên din kiri bûn; bi sunguyan û guleyan!... Mîna gurên birçî bûn, kerîyekî pez bê xwedî û bê şivan dîti bûn! [211 kut_mehkum] Dawî ne di-hat, ne diqediya, ta ku deng ji hemûyan bilîya bû. [212 kut_mehkum] Diya Maryayê ew hemêz kiri bû, xwe avêti bû ser, ew ji sunguyan parazti bû. [213 kut_mehkum] Marya, bê­deng û behîtî bû. [214 kut_mehkum] Xwesti bû biqîre lê nikanî bû. [215 kut_mehkum] Dîmena li ber çavan ew lal kiri bû, matmayî bû! [216 kut_mehkum] Di nav cendekên mirovan re li jor, li xaça bilind ya kevirî meyizand. [217 kut_mehkum] Ji dest, ling û kêleka Mesîh xwîn diherikî; lawê Xwedê ji nû ve li xaçê xisti bûn! [218 kut_mehkum] Piştî demekê kalemêrek hati bû hundurê dêrê û bi xemgînî wehşeta hundur keşif dikir. [219 kut_mehkum] Hinekî şûnde jî Marya qidûmşikestî û matmayî li paş xaça kevirî didît. [220 kut_mehkum] Bi dilovanî destê xwe dirêjî wê dikir. [221 kut_mehkum] Marya bi şik û dudilî destê xwe didayê. [222 kut_mehkum] Kalemêr jê pirsî bû;»Navê te çi ye?« Wê bi cir­ifîn; »Maa... Marya!« goti bû. [223 kut_mehkum] Kalemêr hinekî fikirî bû û; »Baş e, Marya, guh bide min!« goti bû. [224 kut_mehkum] »Ji nuha û pê ve, navê te Emîne ye! [225 kut_mehkum] Viya ji bîr meke, kî ji te bipirse tu ê wisa bersivê bide!« Paşê jî ew biri bû mala xwe. [226 kut_mehkum] Li mala kalemêr, ji pîrejina wî pê ve keseke din tune bû. [227 kut_mehkum] Ji wê rojê û vir de, Marya bû bû keça kal û pîra misilman û navê wê Emîne bû. [228 kut_mehkum] Emînê weke keçek misilman, ders û edeba misilmaniyê girti bû û di hivdehsaliya xwe de jî gihişti bû mêrekî misilman, pê re zewucî bû. [229 kut_mehkum] Ji vê zewacê jî Xwedê sê law û du keç dabûnê. [230 kut_mehkum] Emînê jiyaneke bê bela û bê nexweşî bihurandi bû û gihişti bû temenekî giramgîr, mîna heftê salî. [231 kut_mehkum] Lê çendî ku ji kesekî re behs ne kiri bû û xwesti bû ji bîr jî bike, dîsan bîrew­eriyên jiyana Marya ew berneda bûn. [232 kut_mehkum] Nuha di rojên xwe ên dawîn de jî ji nû ve bû bû Marya! [233 kut_mehkum] Lawê wê, yê mezin mîna ku ne dixwest diya xwe ya ixtiyar, di saetên dawîn de tenê bihêle, loma jî her serî gavekê dihat, li ber serê wê rûdinişt û pê re mijûl dibû. [234 kut_mehkum] Carekê jî dema jê pirsî bû ku tu xwestinên wê hene, wê gavê diya wî çavên xwe ên giranbûyî heta nêvî vekiri bûn û bi şik li lawê xwe meyizî bû. [235 kut_mehkum] Lê dîsan jî bi hêviyekê, ji lawê xwe tika kiri bû û goti bû; »Min bigire bibe dêrê! [236 kut_mehkum] Ez dixwazim li dêrê metranekî bibînim!« Wê gavê lawê wê bostekê ji erdê bilind bû bû! [237 kut_mehkum] Û nemimkuniya vê daxwaziyê xwesti bû ji diya xwe re kat bike. [238 kut_mehkum] Paşê jî ji xelkê malê re goti bû ko; »Diya me xurufîye!...« Bi dû de jî, xelkê malê biryar dabûn da biçin melayekî bînin ku li ser çend fatîhe û yasînan bixwîne! [239 kut_mehkum] Lê Maryayê fam kiri bû ku tiştekî nemimkun ji lawê xwe xwesti bû û herweha ne dixwest ku guhdarî li tu fatîhe û yasînan bike. [240 kut_mehkum] Ji ber vê jî ruh­stênê ku li ber derî ecele dikir, vexwandi bû hundur û ruhê xwe teslîm kiri bû. [241 kut_mehkum] Dema mele gihişti bû ser, êdî dilê Maryayê rawesti bû, nema lêdixist. [242 kut_mehkum] Mela êdî hewce nedî ku tu yasînan li ser bixwîne, tenê fatîheyek xwendi bû û bi paş de vegeriya bû. [243 kut_mehkum] Dema mela çû bû, lawê wê xwesti bû laşê diya xwe rast bike. [244 kut_mehkum] Gava destê wê yê girtî ji ser sînga wê bilind kiri bû, bi ecêbmayî, çavên wî bi xaçeke piçûk û zêrîn keti bû ku dibiriqî, rahişti bû xaçê, nêzîkî çavên xwe kiri bû, bi behîtmayî nivisa li ser xwendi bû;»MARYA« [245 kut_mehkum] Li quncikekî odê rûnişti bû û teşîya xwe dirist. [246 kut_mehkum] Lê hiş û bala wê li ser aliyê din yê odê bû. [247 kut_mehkum] Li wir, li ber têna agirê sobê, li bin lembeya gazê, ku hun­durê odê nîvronî dikir, rûniştibûn. [248 kut_mehkum] »Berxê« wê, belê wê hercar lawê xwe wisan bi nav dikir, jê re »Berxê min!« digot. [249 kut_mehkum] Bi bavê xwe re sohbet dikir. [250 kut_mehkum] Ev serê çend mehan bû ku ne hati bû malê. [251 kut_mehkum] Li bajêr xwendekar bû, lê her meh ew ê carekê bihata gund û bavê xwe zîyaret bikira, tişt û xwarin bi xwe re bibira û dîsan vegeriya bajêr. [252 kut_mehkum] Lê her sê mehên dawîn qet ne hati bû û kesekî jî salox jê hilneda bûn. [253 kut_mehkum] Ji bajêr jî saloxên naxoş gihişti bûn gund. [254 kut_mehkum] Goti bûn; »Xwendekar û polîsan li hev dane!« Neba ku »Berxê« wê jî di nav wan de ba? [255 kut_mehkum] Wê jî zor dabû bavê da biçe bajêr »Berxê« wê bibîne li hal û rewşa wî bipirse. [256 kut_mehkum] Beriya heftiyekê bû; hêj bav wisan di haziriya çûyîna bajêr de bû dema ku »ewana« hatibûn. [257 kut_mehkum] Eva elameteke ne baş bû. [258 kut_mehkum] Bi cemseyekê hati bûn, bi qasî sîh kesî bûn û hemî jî bi çek û rextan pêçayî. [259 kut_mehkum] Dora xaniyê wan girti bûn û qul bi qul li hundur geriya bûn. [260 kut_mehkum] Paşê jî bav girti bûn çend buks û şeqam pê va kiri bûn rebeno bêhal li erdê dirêj bû bû. [261 kut_mehkum] Paşê jî bi berstika wî girti bûn û jê pirsî bûn; »Lawê xwe derxîne! [262 kut_mehkum] Em dizanin ku tu wî vedişêrî û eger tu ne kal ba me ê tu li şûna lawê te bibira!« goti bûn û hezar gotin û çêren nexweş jî jê re kiri bûn. [263 kut_mehkum] Wê xwe gihandi bû serokê cendirman û jê re; »Efendî, ji bo çi hûn li lawê min digerin? [264 kut_mehkum] Ma çi kiriye? [265 kut_mehkum] Lawê min xortekî gelekî delal û dil­birehm e. [266 kut_mehkum] Eger hûn wî binasin ê kêfa we gelekî jê re bê!« gotibû. [267 kut_mehkum] Lê serokên cendirman dehfek dabûyê û bi hêrs, bi tirkî axifî bû. [268 kut_mehkum] Wê tenê gotina ku »Lawê te terorîst e!«« fam kiri bû. [269 kut_mehkum] Lê ji vê gotinê jî mana »Terorîst« nizanî bû. [270 kut_mehkum] Ew jî çi bû? [271 kut_mehkum] Lawê wê hêj xwendekar bû û tu dibis­tanên bilind ne qedandi bûn. [272 kut_mehkum] Lê ji vê bêja »terorîst« wisan xuya dikir ku cendirme pir aciz bûn. [273 kut_mehkum] Paşê ji bavê pirsî bû; »Terorîst çi ye?« Wî jî; »Yên ku li hember dewletê radibin û berberiyê bi polisan re dikin« goti bû. [274 kut_mehkum] »Ji bo çi?« pirsî bû. [275 kut_mehkum] »Lawê me ê çima bi polisan re berberiyê bike? [276 kut_mehkum] Ji bo çi ew û dewleta Elî Osman ê têkevin pêxîla hev?« Lê bavê jî baş nizanî bû. [277 kut_mehkum] Gerçî vê sala dawîn hin guhertinên li ba »Berxê« xwe dîti bûn. [278 kut_mehkum] Gelekî behsa feqîrî û Kurdistaniyê dikir. [279 kut_mehkum] Dayê digot; »Wê wextek bê... ê welatek ava bibe û hemû kes ê weke hev bin. [280 kut_mehkum] Neheqî ê rabe!« Wê jî goti bû; »Berxê min, tu behsa dema ku Mêhdî ê rabe dikî. [281 kut_mehkum] Eva di quranê de jî heye. [282 kut_mehkum] Wê gavê ê gur û mih bi hev re biçêrin!« »Berxê« wê; »Na, dayê ez ne behsa Mêhdî dikim. [283 kut_mehkum] Vî welatî em ê bi xwe ava bikin. [284 kut_mehkum] Gelek welatên wisan jî li dunyayê hene.« goti bû. [285 kut_mehkum] Îşev hati bû malê, ew jî bi dizî hati bû. [286 kut_mehkum] Dema ku çû bû dewaran êm bike, ew dîti bû. [287 kut_mehkum] Li hewşê li ber sêncê bû; »Dayê, dayê...« goti bû. [288 kut_mehkum] Dengê »Berxê« xwe zû nas kiri bû. [289 kut_mehkum] »Berxê min tu î... li ber vê sermeya zivistanê tu çawan disekinî? [290 kut_mehkum] Tu ê nexweş bikevî dilê diya xwe!« goti bû û ew himêz kiri bû û anî bû hundur. [291 kut_mehkum] Bav jî behîtî ma bû dema ku ew dîti bû. [292 kut_mehkum] Lê tiştek li xwe çê ne kiri bû. [293 kut_mehkum] Dilê bavan qewî ye, ne mîna yê dê tenik e. [294 kut_mehkum] Mîna ku tiştê »Berxê« wê kiri bû ne ecibandi be; »Te dît bê te em xistin çi pirikê! [295 kut_mehkum] Dijminaya dewletê ji me re zêde bû!« goti bû. [296 kut_mehkum] Paşê jî çû bû, çifte û rextê xwe derxisti bû, li ber pacê rûnişti bû û; »Ji sed bavê xwe bê minet in, bila werin!« goti bû. [297 kut_mehkum] Teşiya xwe dirist, lê bala wê li ser »berxikê« wê bû. [298 kut_mehkum] »Çi zeîf bû bû... diya te bi qurbana te be lawo!« [299 kut_mehkum] Ew jî çi bû? [300 kut_mehkum] Bavê şîret lê dikirin û behsa deverna dikirin. [301 kut_mehkum] »Binxetê, ba hevalên xwe...« »Berxê« wê ê bi kû de biçuwa, bi kû de biterqiya... [302 kut_mehkum] Teşiya xwe berda û hat li ba »berxê« xwe rûnişt. [303 kut_mehkum] »Lawo tu ê bi kû de biçî. [304 kut_mehkum] Li malê bimîne, diya te ê herşev nobedariyê li te bike. [305 kut_mehkum] Ka em biner­in ê Xwedê çawan bike.« [306 kut_mehkum] Lê di gotin û cidîyeta »berxê« xwe derdixist ku ew ê biterqiya. [307 kut_mehkum] Û ne ci­hekî nêzîk jî; ê sînor jî derbas bikirana. [308 kut_mehkum] Xerîbî zehmet bû, derdê xurbetê giran bû. [309 kut_mehkum] Ji xwe li ser talûkên bi rê de ne dixwest ku bifikire. [310 kut_mehkum] Bi rê de cendirme, mayîn hebûn û viya jî xof dixiste dilê wê ew ditirsand. [311 kut_mehkum] Bavê rahişti bû çifte û rextê xwe û derketi bû, li dor xênî digeriya, harisî dikir. [312 kut_mehkum] Beriya ku derkeve jî; »Lawê min tu ji xwe re rakeve, ez bavê te me, ez nahêlim çivîkek jî nêzî mala me bibe. [313 kut_mehkum] Berê sibehî jî ez ê te ji xewê rakim« goti bû. [314 kut_mehkum] Herdu li hundur bêhnekê wisan bêdeng man. [315 kut_mehkum] Tenê vizîniya bayekî xurt dihat û di terkên ber pacê û qelşên di dîwêr re êrîşî hundur dikir. [316 kut_mehkum] Dema wisan bi heyranî û evînî li lawê xwe temaşe dikir, bêhemd gilorîkên wê hati bûn xwarê. [317 kut_mehkum] Lawê wê; »Dayê megrî, tiştek tune, tişt nabe, ez ê vegerim!« got. [318 kut_mehkum] »Li diya xwe negire, lawo. [319 kut_mehkum] Dilê hemû diyan bi ser lawan ve ye. [320 kut_mehkum] Kî dizane bê bi çi keşkûliyê heta meriv lawekî mezin dike, bi firê dixe û paşê jî...« got. [321 kut_mehkum] Di vir de xwest ku rewşê jê re kat bike, lê wê; »Na, lawo ez dizan­im, fam dikim. [322 kut_mehkum] Min bi çavên xwe ewana dîtin. [323 kut_mehkum] Agir ji devên wan dibariya, fena kûçikên har bûn. [324 kut_mehkum] Na lawo xwe neke destê wan, bêbav in!« got. [325 kut_mehkum] Di vê navbênê de bav jî keti bû hundur; »Vê sermayê, çivîk jî li der nikanin rawestin!« got û hat dîsan li ber pacê cihê xwe girt. [326 kut_mehkum] Hinekî şûnde diya wî çû bû odeya mêvanan, cihê »berxê«« xwe edilan­di bû; »Berxê min, nivînên te min danîne, rabe ji xwe re hinekî rakeve.« got. [327 kut_mehkum] Piştî ku »berxê« wê çû oda din û raket, herdu bi tenê ma bûn. [328 kut_mehkum] Bav li ber pacê bû û awirên xwe ji ser riya tirmpêlan ku dizîvirî gund qut ne dikir. [329 kut_mehkum] Ew jî li quncikekî odê rûnişti bû û lihêfek heta nêvî kişandi bû ser lingên xwe. [330 kut_mehkum] Li hundur bêdengiyeke mirî hakim bû. [331 kut_mehkum] Bi hev re ne dipeyivîn, lê di serê herduyan de jî eynî tişt derbas dibû. [332 kut_mehkum] Ew ê ji lawê xwe yê bi tenê cuda bibana. [333 kut_mehkum] Lawê ku kî dizane bê bi çi keşkûlîyê mezin kiri bûn û dabûn xwendinê. [334 kut_mehkum] Ji bo wan ji viya zehmetir tiştek nikanî bû bi serê wan de bihata. [335 kut_mehkum] Ji hêvî û sitûna mala xwe dibûn. [336 kut_mehkum] Diya wî xwe bi xwe tinaz dikir û digot; »Xwedê mala sebeban xira bike!...« [337 kut_mehkum] Rabû ser xwe, rûnişt, bi zendika xwe çavê xwe paqij kir. [338 kut_mehkum] Ji bêrîka xwe heste derxist, vêxist û li saetê nerî; 3 nîşan dida. [339 kut_mehkum] Hêj zû bû, ji avaçûna ro­jê re gelek vext diva. [340 kut_mehkum] Xwe bi xwe: »Çar pênc saetên din, di vir de ez ê çawan debar bikim?« got. [341 kut_mehkum] Rastî jî wusan bû! [342 kut_mehkum] Ne dihat debar kirin. [343 kut_mehkum] Her ku wext derbas dibû jî, bîhna hundurê şikeftê genî dibû. [344 kut_mehkum] Wê rojê dengên ku nêzî şikeftê bihîsti bûn ew mecbûr kiri bû ku pêwis­tiyên xwe ên însanî jî di hundur de bike. [345 kut_mehkum] Viya jî bîhnek tûj zêdetir genî li hundurê şikeftê belav dikir. [346 kut_mehkum] Herçendî mîna pisinga ew bi axa hundur û keviran veşarti bû jî, dîsan ji xwe re rêyek didît û bîhna xwe ya tûj genî digihand qulên pozê wî. [347 kut_mehkum] Vê bîhnê êşek dijwar xisti bû serê wî, ew dewixandi bû, gêj kiri bû û her xewa wî dihanî. [348 kut_mehkum] Mîna ku eva ne bes be, ramanên dijwar jî ji hêla xwe de, li pey hev êrîşî serî dikirin û nerehetî didanê. [349 kut_mehkum] Lê ji neçarî ew diva bû li benda tarîtiyê bima. [350 kut_mehkum] Nikanî bû dev ji şikefta xwe berda, ew şikefta ku keleh û sitara wî bû! [351 kut_mehkum] Nikanî bû xwe şanî rokê bikira, xwe nikanî bû bisi­parta wê stêrka mezin ku qisûr û kêmasiyên tu kesî venedişart. [352 kut_mehkum] Ji xwe ji vê hêlê de jî gotin jê re tune bû! [353 kut_mehkum] Gelek caran wî xwe bi xwe digot: »Jiyana min bi qisûr û gunehan ve tijî bûye; lê ev guneh û qisûr hemî min li şexsê xwe bi xwe kiriye û eva bi salan min domandiye; ez li hemberî xwe gunehkar im!« û paşê jî dilê xwe bi xwe dişewutand û gazî dikir: »Ax! [354 kut_mehkum] Xwedayê tarîtiyê, Gurê Manco tu li kû î! [355 kut_mehkum] De were min merivê neçar, bi tenê, bigire bibe... tenê tu dikanî di nav baskên xwe ên tarî de min nependî bikî... tenê tu dikanî min ji gelac, fitne û çavsoran veşerî!« digot. [356 kut_mehkum] Serê xwe dîsan danî ser »balgihê« û xewê jî pêre mîna perdeyeke tenik xwe bi ser de girt. [357 kut_mehkum] Hêj wusan deqeyek ne qediya bû; ji nişka ve rabû, rûnişt. [358 kut_mehkum] Rahişt meterê xwe yê avê, devê wî vekir û jê av vexwar. [359 kut_mehkum] Te digo qey bi vî babetî ê xewê ji ser çavên xwe birevîne. [360 kut_mehkum] Lê xewê her zorî didayê; ew bû bû mîna dapîra wî ku di zarotiya wî de, di wan şevên dirêj ên zivis­tanan de dihat her şev li ber serê wî rûdinişt, jê re çîrok digotin ta ku di xew re diçû. [361 kut_mehkum] Lê çîrokên ku nuha bi bîr dihanîn û di serê wî de vêdiketin, mîna yên dapîra wî bi xweşî û serfirazî ne diqediyan. [362 kut_mehkum] Evana bîreweriyên jiyana wî ya dijwar bûn, çîrokên bextreşî û tenêtiya wî bûn, bîreweriyên xwîn û xwêdanê bûn! [363 kut_mehkum] Xwe ramidand ser tenişta xwe ya rastê, bi enîşka xwe palda ser balgihê û destê xwe ji serê xwe re kire sitûn. [364 kut_mehkum] Piştre çavên xwe li tarîtiya hundurê şikeftê gerand. [365 kut_mehkum] Di niqteyeke tarî de awirên wî bê mane kom bûn û wu­san ma. [366 kut_mehkum] Hinekî şûnde jî êdî nema dizanî bû ku hişyar e, an di xew de ye. [367 kut_mehkum] Lê hişê wî bi bûyerên jiyana buhurî ve tijî bû. [368 kut_mehkum] Dema ku hişyar bû ev bûyer wekû bîreweryiên dijwar bi bîr dihanîn û dema ku radiket jî evana dibûn xewnên naxoş. [369 kut_mehkum] Merivê bi derd û tenê hergav bi xwe re di muhakemê de ye; ji ber ku ew piştî demekê fam dike ku nikane jiyana xwe ya buhurî bi tevayî ji bîr bike. [370 kut_mehkum] Tenê tiştek di destê wî de dimîne ku car bi car li derbasiya xwe vegere û bi vî babetî qencî û gunehên xwe şirove bike. [371 kut_mehkum] Ji ber vê jî dema ku bûyerên derbasbûyî bi bîr dihanîn, êdî zor li hişê xwe ne dikir ku wan ji bîr bike. [372 kut_mehkum] Xwe bi herka bireweriyan ve berdida û bi xeyalatên kesên wan re careke din mijûl dibû û ew bîrewerî ji nû ve dijiyan. [373 kut_mehkum] Nuha jî hişê wî bi bûyereke wusan meşgûl bû: [374 kut_mehkum] Dawiya payizê bû, rojeke ewrîn bi ba û baran bû dema ku hevalek hati bû ew ji mal girti bû û dibir edreseke nenas. [375 kut_mehkum] Tenê jê re goti bû; »Hevalê berpirsiyar dixwaze te bibînî!« Wî gelekî nav û dengê »Hevalê berpirsi­yar« bihîsti bû. [376 kut_mehkum] Digel ku ew ne dîti bû jî, mîna ku ew nas dikir xeyaleta wî li ber çavên wî bû. [377 kut_mehkum] Hevalê berpirsiyar wusa bê sedem bangî tu kesî ne dikir, bêguman eva karekî girîng e! [378 kut_mehkum] Ji demeke dirêj ve jî ew li hêviya va­tiniyeke girîng bû. [379 kut_mehkum] Viya ê him qîmet û rûmeta wî di nav hevalan de bilind bikira û him jî mecalên kar û xebata ji bo dawê zêde bikira. [380 kut_mehkum] Ji ber ku wî gelekî baweriya xwe bi vê dozê anî bû û bi her babetî dixwest ku ev doz bi pêşkeve. [381 kut_mehkum] Li kolanek ku ji deng û gumeguma bajêr hinekî dûr bû, di deriyekî re ketin hundurê hewşeke fereh. [382 kut_mehkum] Di hewşê re derbasî hundurê salonekê bûn, ji wir jî jinikek kin û bi cilên navmalî bergirtiya wan bû û deriyê odeyekê nîşanî wan da. [383 kut_mehkum] Ode bi şêweyekî basît û kurdî raxistî bû. [384 kut_mehkum] Hevalê berpirsiyar li ser doşekek sînger, li quncikekî odê rûniştî û pala xwe dabû balgihekê û pirtûkek di dest de vekiri bû û dixwend. [385 kut_mehkum] Dema ku derî vebû bi hêdîka serê xwe rakiri bû û bi beşişîn li wan nerî bû. [386 kut_mehkum] Paşê jî pirtûk ji dest xwe danî bû û bi giramî ji cihê xwe rabû bû û xêrhatin li wan kiri bû. [387 kut_mehkum] Ew li hêlekê û yê pê re jî li hêleke din ya hevalê berpirsiyar rûniştibûn. [388 kut_mehkum] Hevalê berpirsiyar pêşin li halê wan pirsî bû û paşê jî bi şêweyekî kurt agahdarî di derheqê dozê de dabû wan, goti bû ko: »Doza me ya pîrozw­er heroj gêş dibe û gihiştiye xwegihîneke nû. [389 kut_mehkum] Dijminê me yê xedar ji bo ku vê dozê bifetisîne bi her babetî êrîşan tîne ser me û em jî divê ji bo vê yekê amade bin. [390 kut_mehkum] Bivê nevê, divê em şerê xwe bi şêweyekî çekdarî jî bidomînin. [391 kut_mehkum] Beriya hertiştî jî divê em caş û xayînên nav xwe ceza bikin!« [392 kut_mehkum] Wî û yê din bi her babetî rastiya li paş gotinên hevalê berpirsiyar dişiki­randin. [393 kut_mehkum] Paşê jî li ser pirsa hevalê berpirsiyar wî di derbarê navçeyê de hin agahdarî da. [394 kut_mehkum] Piştî vê agahdariyê hersê bêhnikekê bêdeng ma bûn. [395 kut_mehkum] Paşê hevalê berpirsiyar berê xwe dabû wî û bi beşîşîn jê re; »Dozê biryar girtiye ku tu ê li vî navçeyî bibî berpirsiyar û koordînatorê me!« goti bû. [396 kut_mehkum] Hevalê berpir­siyar di çend saniyan de ev gotin goti bûn, lê ji bo wî çend deqe girti bûn ta ku fam bike. [397 kut_mehkum] Xwest ku bersivekê bide lê nizanî bû ê çi bibêje, tenê soro­moro bû û di cihê xwe de xwe livand. [398 kut_mehkum] Lewra qîmet û rûmeta ku dozê di­dayê, piştî vê fam dikir û bi viya re gelekî kêfxweş û serfiraz bû. [399 kut_mehkum] Lê dû re fam kir ku divê çend gotina bibêje û; »Ku dozê ez laqî vê vatiniyê dîtime, tu gotineke min jê re tuneye. [400 kut_mehkum] Eva ji bo min serfirazyieke mezin e û heta ku ji min bê ez ê laqî vê vatiniyê bim.« got. [401 kut_mehkum] Di wê navbênê re jinika malê li derî xisti bû û bi tepsînek ku sê îstikên çayê li ser, keti bû hundurê odê. [402 kut_mehkum] Wexta ku dest bi vexwarina çaya xwe kiri bûn, hevalê berpirsiyar nameyek derxisti bû û hêdî hêdî çavê xwe lê di-gerand, paşê berê xwe dabû wî û; »Eva jî biryareke din ya dozê ye û divê di hundurê mehekê de bê halkirin û dozê xwestiye ku tu bi xwe viya or­ganîze bikî« got. [403 kut_mehkum] Bi dû de jî name dirêjî wî kir ku lê binêre. [404 kut_mehkum] Wî name girt û çavê xwe lê gerand, dema ku çend rêzên pêşin xwendin heyecanekê bi laşê wî girt lê hewl da ku vê heyecana xwe veşêre û her ku rêzek dixwend serê xwe mîna erê dilivand. [405 kut_mehkum] Li dawiya namê jî îmzeyên hevalên ku hebûn zêde bala wî kişand: [406 kut_mehkum] »Li ser navê dozê; [407 kut_mehkum] Heval !! [408 kut_mehkum] Heval ?? [409 kut_mehkum] Heval **« [410 kut_mehkum] Paşê dîsan name şûnde da hevalê berpirsiyar û wî jî li ser tepsîna çayê agir berda nameyê. [411 kut_mehkum] Piştî ku name şewutî û bû arî, hevalê berpirsiyar dest bi axaftinê kir û; »Hûn vî caşî nas dikin û ji xwe rûniştevanê bajarê we ye, êdî tu wekû berpirsiyarê navçeyê hevalekî maqûl peyda dikî û vê vatiniyê didiyê« got. [412 kut_mehkum] Bi dû gotina xwe de jî destê xwe kire bin doşeka singer, ji bo vê vatiniya pîrozwer, demançeyek derxist û da wî. [413 kut_mehkum] Wî rahişt demançê û di destê xwe de qulupande vî alî û wî alî; malê belçîkî bû û lûleyeke wê î dirêj hebû. [414 kut_mehkum] Hevalê berpirsiyar êdî karê xwe qedandi bû, berî ku wî bi rê bike; »Ez îro ji vir diçim cihekî din; dibe ku heta demekê ez neyêm vir lê ev hevala ê li gel te di kontaxê de be. [415 kut_mehkum] Bi riya wî tu dikanî bi me re têkiliyê deynî.« got û xatir ji hevedin xwestin û ew bi rê bû çû. [416 kut_mehkum] Di riya malê de hişê wî her bi vî »Hevalê maqûl!« ve meşgûl bû. [417 kut_mehkum] Di hişê xwe de lîsteyeke heval û dostên dozê ên navçe çêkir û xwest ku vî »Hevalê maqûl« hilbijêre û biçe vê demançeyê bidiyê û jê re bibê; »Aha, keko! [418 kut_mehkum] Rahije vê demançê û ji kerema xwe re biçe vî merivê xayîn bikuje!« Lê, fam kir ku wusan ji nav meselê dernakeve û dev ji lîsteyê berda; lê biryar girt ku hemû hevalan sibehî li cihekî bicivîne. [419 kut_mehkum] Rojtira din, ber bi êvarê her serê çend deqeyan deriyê mala wî lê diket û hevalek an du heval derbasî hundurê odê dibûn. [420 kut_mehkum] Hevalê dawîn li dor saet heftan keti bû hundur û civînê dest pê kiri bû. [421 kut_mehkum] Ji xwe hemû hevalên dozê ew berê jî wekû berpirsiyarê navçe dizanîn û bi wî çavî lê dinêrîn. [422 kut_mehkum] Di vir de guhertina ku bû bû, ev bû ku ev vatiniya wî êdî fermî bû bû. [423 kut_mehkum] Wî civîn vekir û di derheqê dozê de agahdariyek kurt da hevalan, paşê jî; »Doz bi pêş ketiye:« got. [424 kut_mehkum] »Ev yeka ji hemû hevalan fedekariyên nû dixwaze. [425 kut_mehkum] Divê heval ji vatiniyên nû re jî amade bin!« Lê ev gotinên dawîn helbet bi qesteke din ve goti bûn, lewra dema fam kir ku bi vî babetî vê vatiniya nû ê nikari be bi hevalan bide fam kirin axaftina xwe birî. [426 kut_mehkum] Çû pirtûkek ji dolaba xwe derxist û da hevalekî ku bixwîne û yên din jî lê guhdarî bikin. [427 kut_mehkum] Eva ne cara yekem bû ku wusan dikirin; her serê çend ro­jan ê li malekê biciviyana û bi hev re pirtûkên li ser ilmê Marksîzmê bixwendina. [428 kut_mehkum] Ev pirtûka jî yek wusan bû; ya diroka partîya Bolşewîk bû. [429 kut_mehkum] Ji ber hevalên berpirsiyar herdem digotin ko; »Ji bo em bikari bin şoreşekê li welatê xwe darxîn pêşin dive em di derbarê şoreşên welatên din de agahdar bin.« [430 kut_mehkum] Ew li quncikekî odê rûnişti bû û mîna hemû hevalan li diroka partiya Bolşewîk guhdarî dikir. [431 kut_mehkum] Lê di heqîqetê de helbet ne wusan bû, serê wî bi tiştekî din ve mijûl bû û yek bi yek hevalên li odeyê rûniştî di ber çavan re derbas dikir. [432 kut_mehkum] Xwe bi xwe: »Misto, Reşo û Nûro ji xwe zarok in û ji vatiniyeke wusan re nabin. [433 kut_mehkum] Silo, Miheme û Şikrî jî nû têkilî danîne ew jî nabin. [434 kut_mehkum] Şêrgo ê jî berê biçe ji diya xwe bipirse û Heznî jî zêde mirovperwer e evan jî nabin!« Fam kir ku tu kes ji nav hevalan ji bo vê vatiniya pîrozwer ne amade ye. [435 kut_mehkum] Çend dostên ku derî vê civatê bûn jî ji binî de ji bo karekî wusan ne maqûl bûn. [436 kut_mehkum] Viya hinekî dilê wî şikenand û fikrên naxoş kirin serê wî. [437 kut_mehkum] Lê heta ku civat rûniştî bû tiştek li xwe dernexist û dilşikestiya xwe bi hevalan neda xuyakirin. [438 kut_mehkum] Dema ku civat belav bû xwe gelekî bêhal û neçar hîs dikir; çû li ser nivî­nan xwe dirêj kir û xwest ku ji vê kabûsa ha hişyar bibe. [439 kut_mehkum] Lê eva ne tu xewn û kabûs bû, lewra rastiyek bû û wî bi kar, tewr û baweriyê xwe gihandi bû vê rastiyê. [440 kut_mehkum] Ji dîroka xwe ne bêxeber bû, dizanî bû ku di riya dozê de mirov ê werine kuştin. [441 kut_mehkum] Helbet fikra ku ê rojekê ew bi xwe bi tiştekî wusan ve be­ramberî hev bibe ne kiri bû. [442 kut_mehkum] Lê çi dibû, di vê riyê de meriv guh li daxwazên şexsî ne dikir. [443 kut_mehkum] Menfaetên raya giştî, ên xelk û welêt di ser her­tiştî re bûn û wî bi xwe jî digot; »Eva divê wusan be«. [444 kut_mehkum] Dizanî bû ku wekû ferdekî bi tenê xwe nikanî bû di ser dozê re bigirta, doz ji her kesî û her­tiştî mezintir bû. [445 kut_mehkum] Xwe bi xwe; »Piştî ku wusa ye, meriv ji bo dozê dikane bibe hemû tişt, ku pêwist be heta qatil jî!« digot. [446 kut_mehkum] Bi dû ku raman û argu­mentên wusa hinekî xwe bi xwe minaqeşe kirin, dijitiyên di serê wî de kêm bû bûn û di xew re çû bû. [447 kut_mehkum] Sibehî dema ku ji xewê rabû bû, zû taştiya xwe kiri bû, xwe girê dabû û derketi bû der; ji xelkê dost û nas bi babetekî ku tê dernexin, agahdarî di derheqê vî merivê xayîn de sitandi bû. [448 kut_mehkum] Piştî heftiyekê jî êdî dizanî bû li kû rûdine ji xwe kar nedikir, diçe kîjan qehweyan, li kû digere û danûsi­tandinên wî bi kê re hene, hemû tişten di derheqê wî de ku jê re pêwist bûn hîn bû bû. [449 kut_mehkum] Bi dû vê de jî, heroj demançeya wî di berde, li kolanên ba­jêr, li dû vî merivê xayîn digeriya ku li xewleciyekî keysê lê bîne û wî bin­erd bike, bikuje. [450 kut_mehkum] Lê, mîna ku pêşiyên me gotine, »Gotin û kirin nabe yek« û viya di vir de rastiya xwe bi hemû babetî beyan dikir. [451 kut_mehkum] Lewra her ku fersend dikete destê wî nêzîkayî lê dikir ku dawiya vê vatiniya pîrozwer bîne, ew têdigi­hişt ku kuştina mirovekî çendî zehmet e. [452 kut_mehkum] Ew mirov çi dibe bila bibe, ger xayîn be û kuştin jî heq kiri be dîsan ji bo wî ewçend ne hêsan bû ku nikilê demançê bikişîne û li hemberî xwe vî mirovî di nava xwînê de bibîne. [453 kut_mehkum] Ji bo vê hin tiştin zêdetir jê re diva bûn û eva li ba xwe wekû kê­masî didîtin. [454 kut_mehkum] Ji ber ku wî baweriya xwe bi vê dozê anî bû û ev doz bêyî kuştin ne dibû, ev jî dizanî bû; lê ev şik û dudiliya ku li ba wî çê dibû ge­lo ji bo çi bû, aqil ne didayê! [455 kut_mehkum] Rojekê, dîsan bêyî ku tiştek kiri be vegeriya bû malê, li paş derî kaxizek dîti bû, li ser kaxizê; »Were wê edresa ku me cara dawîn hevdu dîti bû. [456 kut_mehkum] Heval M!...« nivisî bû. [457 kut_mehkum] Eva ji sîxurê dozê pêve ne tu kesekî din bû. [458 kut_mehkum] Bêyî ku derbasî hundur bibe dîsan derî li dû xwe girti bû û rast riya wê edresê girti bû. [459 kut_mehkum] Dîsan li wê odeya kevn yê sîxur bi serê xwe rûniştî dîti bû, xêrhatin li hev kirin û paşê li tenişta wî rûnişt. [460 kut_mehkum] Heval M. [461 kut_mehkum] dest bi axaftinê kiri bû; »Gelek silavên hevalên dozê li we hene, ez doh ji ba wan hatim. [462 kut_mehkum] Hevalê berpirsiyar bi karên din ve meşgûl bû an ne ew jî dihat« got. [463 kut_mehkum] Paşê jî pirsî; »Ka, ew kara tu deng jê derneket, heval meraq dikin. [464 kut_mehkum] Ger pêwîstiya we bi alîkariyekê hebe heval amade ne. [465 kut_mehkum] Heta xwestin ku hevalê vî karî bike jî ew bişînin!« got. [466 kut_mehkum] Lê wî; »Na!« got. [467 kut_mehkum] »Pêwîstiya me bi tu tiştî nîne, ev kara di wexteke nêzîk de ê bibe, tenê silav û giramiyên me pêşkêşî hevalan bike!« Lê hinekî şûnde mane neda van gotinên xwe yên dawîn. [468 kut_mehkum] Cara din jî de­ma ku ev vatinî qebûl kiri bû dîsan wusan kiri bû û paşê fikirî bû ku ji bo çi ev kara girti bû ser milê xwe. [469 kut_mehkum] Xwe bi xwe; »Ev cara pêşin e ku doz karekî wusa dide ber min ku ez ji viya re jî bibêm na, wê gavê karê min li cem wan çi dimîne?...« got. [470 kut_mehkum] Lewra wî baweriya xwe bi dozê dihanî û di viya de tu şik jê re çênedibû, xwediyê vê biryarê jî doz bû, wî ê tenê nikilê de­mançeyê bikişanda û ji viya re jî tu hunereke zêde ne diva. [471 kut_mehkum] Wexta ku ji heval M. [472 kut_mehkum] xatir xwesti bû û derketi bû der dunya tarî bû bû, ji dêlva riya malê, riyeke din girt û hêdî hêdî meşiya. [473 kut_mehkum] Hinekî şûnde gihişti bû kolaneke dirêj, bêdeng û nîvtarî. [474 kut_mehkum] Çend roj û şevên berê di vê kolanê re gelekî çû bû û hati bû û vir ji bo karekî wusan cihekî bêhempa didît. [475 kut_mehkum] Ji ber ku goriyê wî jî hercar di vê kolanê re derbas dibû, diçû mal. [476 kut_mehkum] Hêj wusa dimeşiya û ji nişka ve deng li paş xwe bihîstin. [477 kut_mehkum] Wî, çi dibe û çi nabe dig­ot û bi şevê dema ku li vê kolanê digeriya, ne dixwest ku kesek wî bibîne û nas bike; ji ber vê jî hinekî lezand, li qucikê dîwarekî bilind, li ber konteynekê xwe veşart. [478 kut_mehkum] Du zilam bi hev re dipeyivîn û hêdî hêdî ber bi wî dihatin. [479 kut_mehkum] Qederê bîst metreyan jê dûr dîrekekî ceryanê hebû, yek ji wan çend lambeyên ku li kolanê vêdiketin jî bi vî dîrekî ve bû. [480 kut_mehkum] Dema ku herdu zilam gihiştin ber şewqa lembê, wî li wan temaşe kir û xwest wan li ber şewqê bitefsilîne. [481 kut_mehkum] Ji nişka ve mîna ku yek sîtilek ava sar bi ser de bike ji cihê xwe çemd bû. [482 kut_mehkum] Ji ber ku yek ji zilaman, bi qama xwe ya kin, serê xwe yê girover, enîya vekirî, porê paşde şehkirî û bi berçavk ji goriyê wî pêve ne tu kesekî din bû. [483 kut_mehkum] Çendî ku nêzîk jî dibûn, dengê wî jî nas dikir; mîna yê serxweşan qalind bû. [484 kut_mehkum] »Na lo! [485 kut_mehkum] ho ho ho... te çawan ew... ho ho..« digot. [486 kut_mehkum] Ji xwe bi xwe re; »Nuha û ne careke din!... ji vî cî û vê wextê baştir fersendeke din nakeve destê min!« got û destê xwe avêt qebza demança siwarkirî û li hêviya wan ma. [487 kut_mehkum] Herdu zilam bêyî ku hayê wan ji bayê felekê hebe axaftina xwe dido­mandin û rast ber bi wî dihatin, ji xwe riyeke din ku tê re biçin jî tune bû, ê her di teniştê re derbas bibûna. [488 kut_mehkum] Wusa di wê rewşê de fikirî ku ew ê çend derba berdiyê û li kîjan alîyê laşê wî... »Ji bo serê wî derbek bes e! [489 kut_mehkum] Lê tarî ye, dibe ku ez derba pêşin birevînim. [490 kut_mehkum] Lê, ku ya dudiyan jî min revand... na, ez ê berdim sînga wî... dudiyan, na sisiyan... deng... yê pê re... nuha û ne careke din!« [491 kut_mehkum] Herdu zilam, bêyî ku hayê wan ji bayê felekê hebe, sohbeta xwe dido­mand û hêdî hêdî di kolana nîvtarî de ji ber çavên wî bi dûr ketin, wun­da bûn. [492 kut_mehkum] Ew di cihê xwe de matmayî rawesti bû û destê wî yê rastê hêj li ser demançê bû. [493 kut_mehkum] Ji ber xwe demançe ne kişandi bû û nikarî bû bikişanda; ji ber ku demança nîvkîlo mîna pêncsed kîloyan giran bû bû û mîna ku yekî ji paş wî ve ew hişk bi herdu destan girti bû, ji cihê xwe nikanî bû bilivîya û digel ku ew dûr keti bûn jî hêj kabokên wî diricifîn. [494 kut_mehkum] Hinekî şûnde riya malê girti bû û dimeşiya, lê li ber xwe keti bû, hêrs bû bû û ji xwe şerm dikir. [495 kut_mehkum] Xwe bi xwe; »Heyvanê cegerê bi min re tun­eye, ez merivekî bizdonek im!« digot. [496 kut_mehkum] Di rê de difikirî ku sibê biçe ba hevalên dozê, demançê bide wan û bibê; »Ez merivekî bizdo me, bi kêrî tiştekî nayêm û ne layîqî we me!« û bi vî babetî destê xwe ji hemû karê dozê bikişîne. [497 kut_mehkum] Dema ku gihişti bû malê ev fikra li cem xurtir bû bû û biryar da ku sibê bi rastî jî biçe wusa bike. [498 kut_mehkum] Piştî vê biryarê mîna ku barekî giran ji ser milê wî rabû be xwe rehet hîs dikir. [499 kut_mehkum] Wexta ku xwe li ser nivînan dirêj kir ku rakeve jî tu fikrên naxoş û kabûsan ew nerehet ne dikir. [500 kut_mehkum] Pêre pêre mîna zarokekî zû di xew re çû bû. [501 kut_mehkum] Sibehî dereng ji xewê rabû bû, taştiya xwe kiribû û ber bi nîvro ve rahişti bû demançê kiri bû ber xwe û ji mal derketi bû ku biçe biryara xwe ya şeva din bi cî bîne. [502 kut_mehkum] Tu şik û dudiliya ku biryara xwe paşde bigire, li ba wî çê ne bû bû. [503 kut_mehkum] Ji dêlva ku kolan û kolan mîna hercar biçe wê edresê, vê carê riya sûkê girt û çû. [504 kut_mehkum] Li nava sûkê, li xaçerêyekê dema xwest ku derbasî aliyê din bibe mirovekî ku xwe li qapûtê xwe pêçaye û dixwaze xwe ji barana ku nû dest pê kiriye biparêze bala wî kişand, dema ku pêrgî wî bû, dît ku goriyê wî yê şeva din e. [505 kut_mehkum] Xwe bi xwe, bi beşişîn; »Dua bike, şensê te heye ku tu şeva din ji nav lepê min xelas bûy!« got. [506 kut_mehkum] Bi dû de jî di ser milê xwe re hinekî lê nerî. [507 kut_mehkum] Yê din li kêleka xaçerêyê derbasî hundurê dikanekê bû bû. [508 kut_mehkum] Xaçerê derbas kiri bû û çend gavan şûnde diket kolanekê, lê derbasî kolanê ne bû û paşde vegeriya. [509 kut_mehkum] Xaçerê paşde derbas kir û ew jî derbasî hundurê wê dikanê bû. [510 kut_mehkum] Dikan ne fereh lê dirêj bû, ji xeyn goriyê wî yê şe­va din du mişteriyên din li dikanê bûn. [511 kut_mehkum] Jinek û mêrek li ber kîsekî fasûliyan rawesti bûn û jinikê destê xwe xisti bû nav kîs û mîna ku dixwest bala mêrê xwe bikişîne, bibê; »Ev ne baş in!« Lê bala mêrik li jor li ser refkê, li tiştekî din bû. [512 kut_mehkum] Goriyê wî jî rahişti bû çaydanekî û bi xwediyê dikanê re bazar dikir; »Na lo... bi Xwedê eva li ba hecî Umer arzantir e!« digot. [513 kut_mehkum] Lê wî bi dû ku hinekî çavên xwe li tiştên hundurê dikanê gerand û di bin çavan re hinekî jî li goriyê xwe yê şeva din meyizand, xwest ku derkeve. [514 kut_mehkum] Hêj ne gihişti bû ber derî, yê dikandar li dû qêrîya; »Pismam, ma tiştek ji were pêwist bû?...« got. [515 kut_mehkum] Ew li dû xwe vegeriya û; »Na, sipas!« got. [516 kut_mehkum] Lê di wê gavê de awirên wî û yê goriyê wî bû bûn yek. [517 kut_mehkum] Û ji nişka ve destê wî çû bû ser demançê, ji ber xwe derxisti bû berê wê dabû wî, gaveke din jî ber bi wî avêt û sê derb li pey hev di singa wî de berdan. [518 kut_mehkum] Tu deng ji yê gorî derneketi bû, çaydan ji dest keti bû û çend saniye şûnde jî bêruh li erdê, li ber lingên wî dirêj bû bû. [519 kut_mehkum] Tenê yê dikandar behîtmayî; »Na...na!« diqêrîya. [520 kut_mehkum] Ji cihê xwe çemd bû, mîna ku li derveyî şikeftê dengina dibihîst. [521 kut_mehkum] Di viya de jî ne şaş bû, yekî; »Na, na... were vira ew kete hundurê vê kuna ha!« digot. [522 kut_mehkum] Paşê jî çend dengên din lê zêde dibûn û nêzîk dibûn. [523 kut_mehkum] Xwe bi xwe; »Çi kete hundurê vê kuna han! [524 kut_mehkum] Li vê derê ji şikefta min pêve tu kun tunene« got û paşê jî çavên xwe li tarîtiya hundur gerand. [525 kut_mehkum] Li quncikekî dema du çavên beloq ku dibiriqîn dît, wê gavê rahişt çeka xwe û berê wê da wî alî. [526 kut_mehkum] Lê dûre fam kir ku nikane di hundur de wê biteqîne, dengê ku jê derketa ê guhên wî ker bikira. [527 kut_mehkum] Wusa çek di dest de xwe nêzîkî mehlûqat kir ku fam bike bê çi teba ye. [528 kut_mehkum] Ji lebt û dengê wî têderxist ku roviyek e. [529 kut_mehkum] Rovî xwe di quncik de asê kiri bû û rabû bû ser herdu lingên dawîn û bi lepên pêşin jî xwe diparast. [530 kut_mehkum] Her ku wî nêzîkayî lê dikir irîniya rovî zêde dibû û ji êrîşê re xwe amade dikir. [531 kut_mehkum] Dengên li derveyî şikeftê fesaltir dibûn wusa xuya dikir ku sê nêçîrvan bûn û tajiyekî wan jî hebû, ji ber di nav dengên mirovan re kazekazek jî dihat. [532 kut_mehkum] Hinekî şûnde yekî ji wan; »Em tajî berdin...« got. [533 kut_mehkum] Lê yekî din; »Na, wê rovî tajî birîndar bike!« got. [534 kut_mehkum] Yê sêyemîn; »Em agirekî di kunê de bikin, wê gavê ê rovî derkeve!« got. [535 kut_mehkum] Dema ku ev gotin bihîstin xwe nêzîkî rovî kir û; »Aha, eva xirab e birakê rovî. [536 kut_mehkum] Divê yek ji me derkeve der an ne em ê herdu jî ji dûyê di vir de bifetisin!« got. [537 kut_mehkum] Paşê jî bi lûla tivinga xwe xwest rovî daf bide. [538 kut_mehkum] Lê rovî mîna ku dixwest bibê; »Vira ne cihê şer e!« irîniyek ji xwe anî û bi lez çû alîyê din î şikeftê, lê heta ku jê hatibû xwe dûrî qula ku derdiket der digirt; ew alî fereh dihişt mîna ku jê re bibê; »Kerem bik! [539 kut_mehkum] Çima ne tu?« [540 kut_mehkum] Çend caran wusa wî û rovî di hundurê şikeftê de hevdu birin û anîn lê yekî zora yê din ne bir! [541 kut_mehkum] Çi rovî bû, bi hemû tewrên xwe dida famkirin ku qet dilê wî û derketina der tune ye! [542 kut_mehkum] Dema ku wî dengê şikandina daran bihîst fam kir ku wexta wî hindik maye. [543 kut_mehkum] Dev ji rovî berda tiştên xwe berhev kirin, ber bi cihê derketinê çû û di qulê re bi zikişkê derket der. [544 kut_mehkum] Tajî û nêçîrvanên ku li hêviya rovî bûn, dema dîtin ku ji dêlva rovî ve zilamek bi rext û tvingê pêçayî ji kunê derket der, behetmayî man, qêrîn bi wan ket û ji wir reviyan. [545 kut_mehkum] Dunya esra dereng bû, germiya tîrêjên rokê kêm bû bûn û rok li ber aveçûyinê bû. [546 kut_mehkum] Ji cihê xwe ku hinekî kaş bû, xwe ber bi newalê ve berda, berê xwe da çiyayekî bi dar û devî, li aliyê din î newalê û lezand. [547 kut_mehkum] Dema ku gihişt binê newalê, dengek bihist. [548 kut_mehkum] Yekî ji nêçîrvanan bi dengekî bilind ji hevalê xwe re digot; »Ew ne rovî bû, Mehkûm bû!...« Gotina Mehkûm li newalê olan dida, car bi car dibû: »Mehkûm, mehkûm« mîna ku ne dixwest vî dengî bibihîse herdu destên xwe danîn ser guhên xwe û di nav devîyan de ji ber çavan winda bû. [549 kut_mehkum] Em li ber heykelekî civiya bûn. [550 kut_mehkum] Heykel, li qiraxa golê, li ser erwazekî bû. [551 kut_mehkum] Em deh kes bûn; pênc keç, ji bilî heykel em pênc kes jî mêr bûn. [552 kut_mehkum] Wusa dixuya ku heyîna heykel, ji min pê va bala kesekî din ne kişandi bû. [553 kut_mehkum] Belkî jî ji ber ku ez bi tenê biyaniyê wê derê bûm, loma. [554 kut_mehkum] Ne dihate famkirin bê heykel temsîliya çi dikir. [555 kut_mehkum] Tu nivîs li ser hîmê wî ne dixuya. [556 kut_mehkum] Dibû ku heykelê qehremanekî bû. [557 kut_mehkum] Lê tu diruvê qehremaniyê jî pê ne diket! [558 kut_mehkum] Şipya bû, lingên wî yên ji hev ji bo gavavêtinê amade bûn. [559 kut_mehkum] Gopalê di dest de ku bilind kiri bû, ji daristana hemberî me pêve tu dev­er nîşan ne dida. [560 kut_mehkum] Birhên wî mîna hejikên ser sênca bel bûn. [561 kut_mehkum] Bêvila wî ya mezin dîmena dev û ruwê wî yê nelihev bêtir xera dikir. [562 kut_mehkum] Qama wî ne kin û ne jî dirêj bû. [563 kut_mehkum] Lê dîsa jî hîmê wî yê ji mermer dida xuyakirin ku di wex­ta xwe de bi qedir û qîmet bûye. [564 kut_mehkum] Me sifra xwe li tenişta heykel danî bû. [565 kut_mehkum] Lewra ji wê derê, me bi hêsanî dikarî bû li golê û şînahiya daristanê temaşe bikira. [566 kut_mehkum] Bi rastî cihekî ewqas xweş bû ku meriv dikarî bû li wir rûnişta û di rojekê de çend şiir jî binivisiya. [567 kut_mehkum] Min pişta xwe dabû hîmê heykel. [568 kut_mehkum] Pêşiyê min got qey bi gopalê di destê xwe de gefta li min dike, ez jê tirsiya bûm. [569 kut_mehkum] Lê dûre min xwe bi xwe; »Ma meriv qet ji heykelekî jî ditirse!« got û pala xwe da hîmê wî. [570 kut_mehkum] Ro di aso de hêdî hêdî diçû ava, şûna xwe bêdil ji tava hîvê re dihişt. [571 kut_mehkum] Li jor ezmanekî bêewr, ji stêrkan xemilî û li xwarê jî xweşikbûna xwezayek ku bi bêjan ne dihat teswîrkirin. [572 kut_mehkum] Me him ji fêkiyê ser sifrê ditamand û him jî şeraba xwe hêdî hêdî vedixwar. [573 kut_mehkum] Gerçî nizanim çima, lê min hinekî bi pît vedixwar! [574 kut_mehkum] Dawiyê yekî ji me şekirek dişkand! [575 kut_mehkum] Dest pê dikir ji mijarên romantîk ddipeyivî. [576 kut_mehkum] Behsa hewayê kir; di wê bêhnikê de te digot qey ji bo ku ax­aftina wî romantîktir bike, di ser me re pêlik bayê hênik derbas bû. [577 kut_mehkum] Wî axaftina xwe berdewam dikir, bi rengekî gelekî xwezayî gotina xwe ji ser hewayê guherand ser cemedê. [578 kut_mehkum] Lerzekê ji sermayê bi me teva digirt! [579 kut_mehkum] Wî piyaloka xwe hildida, gulpek ji şeraba xwe vedixwar, me jî pê re... Wî ax­aftina xwe bi katkirina çîroka H.C.Andersen ya bi navê »Xatûna Cemedê« didomand. [580 kut_mehkum] Digot ko; »Yê sêrdar neynikek efsûnî çêkiri bû. [581 kut_mehkum] Yê ku di vê neynikê de li xwe dinerî... li dunyayê hertişt xerab didît. [582 kut_mehkum] Dûre yê sêrdar xwest vê neynikê derxîne ezmên ku melek jî di wê de li xwe binêrin. [583 kut_mehkum] Lê neynik li ezmên hûr hûrî dibû û weke xweliyê dibariya xwarê. [584 kut_mehkum] Ew kesên ku piçek ji xweliya vê neynikê keti bû çavên wan, dest pê dikirin hertişt çewt û xerab didîtin.« [585 kut_mehkum] Dûre jî got ku kêfa wî mêrî gelekî ji vê çîrokê re tê. [586 kut_mehkum] Dema ku weha got, min gotina wî birî û digel ku qet pêwîst ne dikir, dîsa jî min got; »Kêfa min zêdetirîn ji çîroka Keçika Kibrîtfiroş re tê.« Lê pêre pêre jî ez bi goti­na xwe poşman bûm. [587 kut_mehkum] Serî tev fitilîn ser min, çavan teva li min nerî, komek guh xwe miç kiri bûn û mîna ku bibên; »De bêje, vêca em li te guhdarî bikin!« Lê mixabin, tiştekî min î ku ez ji wan re bibêm tune bû. [588 kut_mehkum] Ne zimanê min têrê dikir û ne jî dilê min qîm dikir. [589 kut_mehkum] Min ji herkesî bêtir dixwest ku ez guhdarî bikim. [590 kut_mehkum] Dema ku wan jî evaya fam kirin, dest pê kirin cot cot bi hev re axifîn. [591 kut_mehkum] Yek bi yek ji hev re navên çîrokên ku jê hez dikirin gotin. [592 kut_mehkum] Wusa peyv dirêj dibû, ji mijarekî derbasî ser yekî din dibûn. [593 kut_mehkum] Mîna heykel, heyîna min î li wir jî zêde ne di bala kesekî de bû. [594 kut_mehkum] Pêşiyê li gor dilê min bû, kêfa min ji vê re dihat. [595 kut_mehkum] Mîna nêrevanekî tenê bi çavên xwe min civat dadiwerivand û di serê xwe de analîza şexsiyetên wan dikir. [596 kut_mehkum] Lê dûre ez ji vê vatiniyê aciz bûm û min xwest xwe bidim xuyakirin. [597 kut_mehkum] Xwestinek ku bi hinekan re mijûl bibim li cem min çêbû ku êdî min nikarî bû rê li ber bigirta. [598 kut_mehkum] Cara dawîn dema min bi awirên xwe civat daw­erivand; li alîyê xwe yê çepê min keçek keşif kir. [599 kut_mehkum] Du gavan dûrî min xwe serî xwe bû. [600 kut_mehkum] Yên din tev bû bûn zo. [601 kut_mehkum] Ango yek nêr û yek mê. [602 kut_mehkum] Li wê derê ez, keçik û heykel mabûn. [603 kut_mehkum] Li gor ku heykel bêgiyan, ji kevir bû; ez û keçikê pişka hev diketin. [604 kut_mehkum] Gava ku ez wusa fikirîm, tu sedem ji bo ku neçim pê re nepeyivim min ne dît. [605 kut_mehkum] Ji xwe dema ku wê jî carekê duduyan di bin çavan re li min meyizand, êdî ji bo axaftinê ez amade bûm! [606 kut_mehkum] Bêyî ku bizani bim ez ê çi jê re bibêm min hilda xwe ku herim cem. [607 kut_mehkum] Lê bi hildana min re, ji nişka va pîhnek wusa bi pît li pişta min ket. [608 kut_mehkum] Dunya li dora min zîvirî, kabokên min zîz bûn, min nema ber xwe dît, di cihê xwe de ez kumişîm û bêhemdî xwe ez qêriyam! [609 kut_mehkum] Hemî fitilîn ser min û bi devekî gotin; »Çi bû?« Dema min serê xwe zîvirand, li paş xwe min ji heykel pêve tu kes ne dît; »Heykel pîhnek li min da!« min got. [610 kut_mehkum] Hemî bi min keniyan, teva; »Henekên te çiqas xweşin, lo!« gotin. [611 kut_mehkum] Bi rastî li paş min ji heykel pêve tu kes tune bû. [612 kut_mehkum] Dema min lê nerî bû ez têgihişti bûm ku lingên wî jî ne li cihê berê bûn. [613 kut_mehkum] Gopalê ku di dest de jî bilindtir bû bû. [614 kut_mehkum] Çavên wî yên kevirîn bi awirên dijwar li min dinerîn. [615 kut_mehkum] Weke ku bibê; »Eger tu xwe hinekî din nêzîkî wê bikî, ez ê vî gopalî li serê te bidim!« [616 kut_mehkum] Yên din zo zo rabûn li nava daristanê belav bûn. [617 kut_mehkum] Li wê derê keçik, ez û li paş min jî heykel mabû. [618 kut_mehkum] Ji tirsa heykel bêyî ku ji cihê xwe bilivim ez rûnişti bûm û difikirîm bê ez ê xwe çawan ji nav lepê vî heykelê çavnebar xelas bikim! [619 kut_mehkum] Keçik jî li cihê xwe rûniştî, goşîk tirî di dest de, jê dixwar; serê gavê jî li min dinerî û dibişirî. [620 kut_mehkum] Teqnekî weha me li hev meyizand, dûre min biryar da ku rabim biçim balê. [621 kut_mehkum] Min piyaloka şerabê ya dawîn bi ser xwe de kir, hemû hêza xwe civand û hinekî bi hêrs ez rabûm ser xwe. [622 kut_mehkum] Lê bi rabûna min re pîhnek ji ya berê bi deh caran hêztir li pişta min ket. [623 kut_mehkum] Ez bi deverû ketim, li erdê dirêj bûm. [624 kut_mehkum] Hişê min ne çû bû, lê janekê wusa dijwar bi canê min tevî gir­ti bû ku êdî min nikarî bû xwe bilivanda. [625 kut_mehkum] Te digot qey qorika min bi der­bekê re felişî bû. [626 kut_mehkum] Weke ku bîhna min bi carekê çikiya be, deng û his ji min dernediket. [627 kut_mehkum] Wusa dixuya ku keçikê tiştek fam ne kiri bû. [628 kut_mehkum] Ji dêlva ku were alîkariya min bike, tiqetiqa wê bû bi halê min dikeniya. [629 kut_mehkum] Evaya jî ji derba heykel bêtir bi min zor dihat. [630 kut_mehkum] Nizanim bê li erdê ez çiqasî dirêjkirî ma bûm. [631 kut_mehkum] Dema ku ez bi ser xwe ve hatim, yên din ji nava daristanê vedigeriyan. [632 kut_mehkum] Tiştê ku bi serê min de hati bû min ji wan re kat ne kir, ji xwe ew ê kesekî ji min bawer nekira. [633 kut_mehkum] Herweha keçikê jî behsa tiştekî ne kir. [634 kut_mehkum] Lê gava ku çavên wê bi min diket ew her dibişirî. [635 kut_mehkum] Şev dereng keti bû, êdî wexta çûyîna malê bû. [636 kut_mehkum] Me firaxên xwe berhev kirin û em bi rê ketin. [637 kut_mehkum] Dema em gihiştin bajêr, me ji hevdu xatir xwest û em belav bûn. [638 kut_mehkum] Herkesî riya mala xwe girt, lê ez bi şûnde vegeriyam cem heykel. [639 kut_mehkum] Min çend fitil li dorê avêtin û min hezar çêr jê re kirin. [640 kut_mehkum] Wî qet di xwe dernedixist, mîna hemû heykelan ji cihê xwe ne diliviya, bêdeng û bêhis bû. [641 kut_mehkum] Di dilê xwe de min got; »Keçik ne li vir e, loma!« Lê min devj ê berne­da; ez çûm ser hîmê wî, min xwe dayê da wî bixim erdê. [642 kut_mehkum] Qeweta min têrê ne kir, min bi herdu destan bi gopalê wî ve xwe daliqand ku bişikênim lê, ew jî ne şikest. [643 kut_mehkum] Dûre min dît ku bi vî babetî ez ê nikari bim xisarekê bidimê, ez daketim, çûm ji perava golê min ber sînga xwe tijî kevir kir û hatim li ber veketim. [644 kut_mehkum] Lê wê jî xêr ne kir! [645 kut_mehkum] Kevirên ku min davêtinê dîsa jê dipengizîn, dihatin li binguhê min diketin. [646 kut_mehkum] Min fam kir ku ji wî zêdetir ez ê xwe birîndar bikim. [647 kut_mehkum] Şev jî dereng bû bû êdî. [648 kut_mehkum] Ji neçarî min kevir avêtin erdê û pîs pîs reya malê girt. [649 kut_mehkum] Berî ku ez ji cem bi dûr kevim min jê re; »Tu qet nefikire ku ez ê wusa dev ji te berdim! [650 kut_mehkum] Ez nuha diçim lê bizani be ku ez ê sibê dîsan vegerim. [651 kut_mehkum] Ez dev ji te bernadim ta ku te ji ser hîmê te bigindirînim...« got. [652 kut_mehkum] Wê sibê ew zû ji xewê rabû bû; dizanî bû ku diya wê nexweş e û ji nav nivînan nikane derkeve. [653 kut_mehkum] Ev serê çend rojan bû ku nexweş bû, şevtira din jî nexweşiyê lê kêr kiri bû, ev jî ji dengê nalînên wê fam kiri bû. [654 kut_mehkum] Sibehî, wexta keçika piçûk ji xewê rabû bû xwe ji bo hemû karên malê amade didît. [655 kut_mehkum] Û bi rastî jî wisan bû. [656 kut_mehkum] Ew gelek caran li gel diya xwe û pîrekên din bû dema ku wan kar dikirin. [657 kut_mehkum] Wêya him alîkariya wan dikir û him jî li wan dinihêrî bê çawan kar dikirin. [658 kut_mehkum] Ji ber vê jî gelek ji van karan ji nuha de ji ber kiri bûn; wek êmkirina heywanan, malajtina hundurê malê, pêxistina sobê û çêkirina şorba nîskan jî yek ji wan karan bû ku ev çend car bû xwe lê ceribandi bû û hema hema ew jî êdî bêqusûr dikir. [659 kut_mehkum] Her sê karên pêşin digel ku ji bo keçikek heşt salî ewçend ne hêsan bûn jî dîsa bêqisûr û di wexta xwe de kiri bûn. [660 kut_mehkum] Di vê navbênê de diya wê, mîna ku ne dixwest keçika wê ya piçûk zêde xwe biwestîne, xwesti bû ji nav nivînan derkeve. [661 kut_mehkum] Lê ew hêj di nav nivînan de rûnişti bû û pêre pêre, ber çavên wê tarî bû bû, serê wê gêj bû bû û dîsan bi paş de keti bû. [662 kut_mehkum] Keçika piçûk xwe zû bi diya xwe va gihandi bû; »Dayê! [663 kut_mehkum] Ranebe ser xwe, tu nexweş î. [664 kut_mehkum] Ji xwe karekî ez zêde bikim ne maye. [665 kut_mehkum] Tenê ez ê biçim ser kaniyê avinê bînim û şorbeyekê çêkim.« goti bû. [666 kut_mehkum] Diya wê bi destê keçika xwe ya piçûk girti bû, bi heyranî û evînî lê nerî bû; »Delala min!... ku ne ji te ba halê min ê çi ba?« goti bû. [667 kut_mehkum] Paşê jî destê xwe di ser porê wê yê ku hinekî bû bû gijik, re biri bû û »Eva sê roj in ku min porê te şeh ne kirîye!« goti bû. [668 kut_mehkum] Lê keçika piçûk mîna ku bibê; »Xem nake!« bi diya xwe re bişirî bû, paşê jî şerbikê xwe li ser milê xwe kiri bû û rast riya kaniyê girti bû. [669 kut_mehkum] Destpêka sibatê bû, lê dunya hêj sar bû; ewrekî tarî, ripûreş xwe bi ser gund de girti bû. [670 kut_mehkum] Ji hewşan mareamra kahr û berxan dihat; li hewşekê ku berxek an jî kahrek bimariya, kahr û berxên li hewşên din jî dest pê dikirin dimariyan. [671 kut_mehkum] Te digot qey bi vî babetî bersiva hevdu didan, li hev­du dipirsîn. [672 kut_mehkum] Carina borîniya mangeyan û dewarên din jî tevî vî dengî dibû. [673 kut_mehkum] Dengê hemûyan pevre bi meriv orkesreyek ku awazên cuda cuda jê dertên bi bîr dihanî. [674 kut_mehkum] Mala wan li çepê gund, li cihekî kêmxanî bû; ji ber vê jî keçika piçûk bi riya kaniyê de pêrgî kesekî ne bû. [675 kut_mehkum] Tenê qijalekê ku xwe li ser sêncekê danî bû; »Qij, qij!« qêriya û hat xwe li ser rê, li pêşiya wê danî. [676 kut_mehkum] Keçika piçûk rahişt sixurekî û avêtê; »Bifire! [677 kut_mehkum] Here bi riya xwe de, qijalka pîs! [678 kut_mehkum] tu çi dixwazî!« got. [679 kut_mehkum] Lê qijalek firiya û çû çend gavan jê wir de xwe danî. [680 kut_mehkum] Wêya dîsan rahişt sixurekî, avêtê, lê dema dît ku fêde nake, êdî hew guh da qi­jalekê. [681 kut_mehkum] Dema keçika piçûk gihişte ser kaniyê, dît ku kanî zuwa ye, tu av ji lûla kaniyê ne diherikî. [682 kut_mehkum] Kêlîkekê wisan mîna ku nizani be çi bike, şerbikê wê li ser milê wê bû û li hawîrdora xwe nerî. [683 kut_mehkum] Di wê navbênê de qijalek hati bû xwe li ser koşeyeke dîwarê kaniyê danîbû û dîsan dikire qijeqij. [684 kut_mehkum] Dema awirên keçika piçûk bi qijalekê ket, di serê wê de fikrek pêket. [685 kut_mehkum] Keçika piçûk ji ba kanîyê bi dûr ket, lê ne riya malê, riyeke din girt. [686 kut_mehkum] Wê biryar dabû ku ew ê bi şerbikê zuwa venegeriya malê. [687 kut_mehkum] Wê dil hebû ku serê vê sibê ji diya xwe ya şêrîn re şorbeyekê çêbike, diya ku nexweş keti bû û nikanî bû rabe ser xwe. [688 kut_mehkum] Carina ku bi diya xwe re dihate ser kaniyê û dema ku didîtin kanî zuwa ye, wê gavê ev rê digirtin. [689 kut_mehkum] Ji ber ku ev riya diçû ser sarincekê li aliyê din yê gund. [690 kut_mehkum] Li wê sarincê ava baranê kom dibû û dema ku kanî ne diherikî, gundiyan ji vê sarincê av dihanîn. [691 kut_mehkum] Nuha keçika piçûk jî riya vê sarincê gir­ti bû. [692 kut_mehkum] Bi vê riyê de jî pêrgî kesekî ne bû, bi tenê ew û qijalek bûn, ji ber ku qi­jalekê hêj bela xwe jê venekiri bû. [693 kut_mehkum] Her serî gavê dihat xwe li ser rê li pêşiya wê datanî. [694 kut_mehkum] Carekê keçika piçûk ewqasî nêzîkî qijalekê bû ku xwest pîh­nekê lê xe, lê qijalek firiya bû. [695 kut_mehkum] Sarinc ji ava baranê tijî bû bû; keçika piçûk dizanî bû ku gelekî kwîr e û viya hinekî xof xiste dilê wê. [696 kut_mehkum] Lê wê dizanî bû ew ê çawan bike; mîna diya xwe hêdî çû ser neqebê û paşê jî hêdî şerbikê xwe xist nav avê. [697 kut_mehkum] Bayê di şerbik de bi buqebuq jê derdiket û şûna xwe ji avê re dihişt. [698 kut_mehkum] Keçika piçûk bi destekî bi kevirê neqebê girti bû û bi destê din jî şerbikê xwe yê ku tijî av dibû. [699 kut_mehkum] Hêj wisan di vê rewşê de bû û ji nişka ve awirên wê çûn ser tiştekî û viya bala wê kişand. [700 kut_mehkum] Li aliyê wê yê çepê çîçekeke hêşîn di ber kevirekî neqebê re serê xwe derxisti bû û mizgîniya biharê dida. [701 kut_mehkum] Lê viya di serê keçika piçûk de bîrew­eriyek vêxisti bû. [702 kut_mehkum] Digel ku wê gavê hêj pênc salî bû jî ev bîrewerî weke îro bi bîr dihanî. [703 kut_mehkum] Wê çaxê bavê wê hêj dijiya. [704 kut_mehkum] Gerçî nuha bavê wê li ezmanan bû; pêşiyê ew li wir bû bû mêvanê kal û pîra wê û paşê jî ew ê xaniyek ji xwe re ava biki­ra û li hêviya diya wê bima. [705 kut_mehkum] Dema wê pirsa bavê xwe dikir diya wê jê re wisan kat dikir. [706 kut_mehkum] Lê di vî warî de pirsên wê gelek bûn û bi pirsên xwe serê diya xwe herdem gêj dikir. [707 kut_mehkum] Diya wê gelek ji pirsên wê dibersivand, lê ji bo hinekan jî tiştek ne digot. [708 kut_mehkum] Carekê jî dema ku pirsek kiri bû diya wê hêrs bû bû. [709 kut_mehkum] Wê pirsî bû; »Çima bavo paşde venagere, ma qey ji me hez nake?« goti bû. [710 kut_mehkum] Lê dûre diya wê jê re kat kiri bû; ku dema meriv çû ezmanan, ji wir êdî meriv nema dikane bi paş de vegere. [711 kut_mehkum] Lê helbet wê ê jî rojekê bavo li ezmanan bidîta. [712 kut_mehkum] Lê ne nuha ji bo wê gelek wext diva. [713 kut_mehkum] Keçika piçûk hêdî destê xwe yê çepê avêt çîçekê û ew ji ber kevir jêkir û paşê jî serê xwe bi jor de kir. [714 kut_mehkum] Li wir, li ezmên, li cihê ku bavê wê xaniyek ava kiri bû û li hêviya diya wê dima; xeyaleta bavê wê li ber çavên wê vêket. [715 kut_mehkum] Weke wê roja biharê, dema ku ji çolê vegeriya bû malê, baqek çîçekên rengareng di dest de bûn û dibişirî. [716 kut_mehkum] Wê gavê wê goti bû qey bavo ev çîçekana jê re anîne û gelekî kêfxweş bû bû. [717 kut_mehkum] Lê bavo çîçek dirêjî diya wê kiri bûn; bi viya pir kêfa diya wê hati bû û bavê wê maç kiri bû. [718 kut_mehkum] Lê ew hêrs bû bû û ta êvarî jî ji bavo xeyidî bû. [719 kut_mehkum] Lê êvarî dema ku bavo jê re baqek çîçek anî bûn wê çaxê pêre li hev hati bû. [720 kut_mehkum] Lê nuha bavo li ezmanan bû û nikanî bû vegeriya. [721 kut_mehkum] Lê îro li şûna bavo wê ê ev çîçeka bida diya xwe, da hinekî be jî wê kêfxweş bike û paşê jî vê bûyera ku nuha bi bîr dihanî jê re kat bike. [722 kut_mehkum] Di wê navbênê de jî şerbikê wê tijî av bû bû, buqebuq jê nema dihat û binav dibû. [723 kut_mehkum] Keçika piçûk hewl da ku şerbikê xwe ji nava avê derxîne, lê ji ber ku destê xwe yê çepê ji neqebê berda bû, giraniya şerbikê tijî av, wez­na wê xera kir û ew bi pêş de kişand nava avê. [724 kut_mehkum] Dunya sar bû, baraneke hûrik dest pê kiribû dibariya, ji nav gund maremara kahr û berxan dihat, ji bixêriyên xaniyan dixaneke hêşîn derdiket û ber bi jor, ber bi ezmên bilind dibû. [725 kut_mehkum] Qijalekê xwe li ser kevirên sarincê danî bû û mîna ku li hinekan hewar bike bi qîjeqîj diqêriya; lê keçika piçûk ji mêj ve mêvana bavê xwe bû. [726 kut_mehkum] Çûnûhatina bazara bajarê M.’ê pir zêde ye. [727 kut_mehkum] Û herweha barkêşanî jî. [728 kut_mehkum] Ji berbanga sibê de heta derengiya êvarê ji mirov û tirumpêlan rêrêwanî di bazarê de tuneye. [729 kut_mehkum] Çûyîna ji alîyekî bazarê, heta bi alîyekî din ji bo mirovekî ku ne fêrbûyê vê derê be gelekî zehmet e. [730 kut_mehkum] Ji ber ku bajar li ser çiyayekî hatiye avakirin, bazar û kolanên wê pir teng in. [731 kut_mehkum] Ji bo ku meriv here ji dikanekê pakêtek cixare bikire, an biçe li aşxanakê xwarinê bixwe, an jî bixwaze biçe qehweyekê çayekê vexwe; divê mirov di derenceke bilind û dirêj re dakeve xwarê an jî bi jor de hilkişe. [732 kut_mehkum] Ev daketin û hilkişîna ji bo mirovekî destvala dîsan hêsan e. [733 kut_mehkum] Lewra ji bo barkêşekî ku 150200 kîlo giranî li ser piştê... bi rastî jî gelekî zehmet e. [734 kut_mehkum] Lê weke ku tê zanîn, zikê birçî li tu zehmetiyan meyze nake. [735 kut_mehkum] Digel ku her roj yek di van pêlikan re tevî barê xwe digindire tê xwarê, an di bin pêçkên kamyonekê de dimîne, can dide, dîsan jî mirovên ku barkêşiyê dikin roj bi roj zêdetir dibin û kêm nabin. [736 kut_mehkum] Wê rojê nizanim bi çi karî ez li bajêr bûm. [737 kut_mehkum] Ji bo ku pakêtek cixare bistînim ji hotêla xwe derketim. [738 kut_mehkum] Civatek mirovên ku li jêra derenceyeke kevirîn li ser rê kom bû bûn, bala min kişand û nêzîkî wan bûm. [739 kut_mehkum] Tîtetitê tirumpêlan bû, ji bo ku derbas bin rê dixwestin lê xelk bi tiştekî din ve meşgûl bûn û kesekî guh ne dida wan. [740 kut_mehkum] Dema ku gihiştim cem civatê, ez rastî dîmeneke dijwar û berbat hatim, ayy! [741 kut_mehkum] ayyy! [742 kut_mehkum] Ma meriv wisan li hevdu dike! [743 kut_mehkum] Du barkêşan hevdu di xwînê de hişti bûn. [744 kut_mehkum] Bi çenqelên ku pê barkêşiyê dikin mîna ku meriv ji xwe re erdekî bi gîsin cot bike, wisan xetxetî ruwên hevdu qelişandi bûn. [745 kut_mehkum] Sê çar xwedî xêr keti bûn navbêna wan ew navcî kiri bûn. [746 kut_mehkum] Di wê navbênê de polisek jî xuyanî bû. [747 kut_mehkum] Polîs pirsî: [748 kut_mehkum] Çi ye? [749 kut_mehkum] Çi bûye? [750 kut_mehkum] Ji bo çi hûn şer dikin?... [751 kut_mehkum] Herdu barkêşan destmalên xwe ji bêrîkên xwe derxisti bûn, pê xwîna li ruwê xwe paqij dikirin. [752 kut_mehkum] Ji herduyan yê ku hinekî bi emir û porşîn bû, dest bi axaftinê kir: [753 kut_mehkum] Begê min, ezbenî! [754 kut_mehkum] Kelogirî bû, weke mirovekî ku heqaret dîti be dipeyivî. [755 kut_mehkum] Ez mirovekî feqîr, jar, xwedî şeref û namûs im! [756 kut_mehkum] Ez destûrê nadime tu kesî ku henekê xwe bi min bike, bi min bikene. [757 kut_mehkum] Barekî 150 kîlo li nav milê min bi destê xwe telîsekî mezin î tijî firax rê da ez di vê derencê ve, bi jor de hildikişîyam. [758 kut_mehkum] Di vir de, dengê wî kêm bû, fena mirovekî ku şerm bike axaftina xwe domand. [759 kut_mehkum] Ba ji ber min çû! [760 kut_mehkum] got. [761 kut_mehkum] Eva tiştekî gelekî xwezayî ye. [762 kut_mehkum] Lê ev yê ha barkêşê li hemberî xwe nîşan da ji dêlva ku mîna mirovan bê bi min re alîkariyê bike, barê min hilde... Erê ji dêlva... li paş min rawestiye û tiqetiqê wî bi min dikene!... ku hûn bana we ê çi bikira? [763 kut_mehkum] Dema ku wisa got yê polîs sor bû û li dora xwe meyizand. [764 kut_mehkum] Barkêşê din bi hêrs: [765 kut_mehkum] Ez ê bikenim, got. [766 kut_mehkum] Çiyê kê ji kenê min heye; haya min jî qet ji bayê te tune bû... bayê ku ji ber te çû bû. [767 kut_mehkum] Kenê min hat, ez kenîyam ewqas! [768 kut_mehkum] Ma qey qedexeye ku meriv bikene, kî dikare qedexe bike!... Aha, ez ê dîsan bikenim!... got. [769 kut_mehkum] Paşê jî dest pê kir dengin ecêb ji qirika xwe derxistin. [770 kut_mehkum] Lê ev ji ken zêde­tir nalîna mirovekî birîndar dihanî bîra meriv: »Ho hoo, hee heee ih...« digot. [771 kut_mehkum] Pirqînî bi civatê keti bû. [772 kut_mehkum] Lê barkêşê porşîn ji viya aciz bû, berê xwe da yê polîs û bi dengekî jar: [773 kut_mehkum] Hîna jî dikene!... got. [774 kut_mehkum] Yê polîs bi çeplên herduyan girt û got: [775 kut_mehkum] Bimeşin! [776 kut_mehkum] Li polîsgehê em ê vê doza we safî bikin... [777 kut_mehkum] »Jiyan ew e ku mirov xwe bigihîne der.« ev gotinên ramanwerekî ku di pirtûkekê de xwendi bû bi bîr anî bûn, dema ku ji diskotekê derketi bû der û hinek hewa paqij kişandi bû cîgerê xwe. [778 kut_mehkum] Lê ne navê ramanwer û ne jî navê pirtûkê dihat bîra wî. [779 kut_mehkum] Û ji nişka ve hate bala wî ku navê dîskoteka ku nuha jê derketiye jî ne li bîra wî ye. [780 kut_mehkum] Lê hêj bi tenê çend gavan ji dîskotekê dûr bû û dikanî bû li paş xwe vegeriya, li jora deriyê dîskotekê bineriya û lewheya ku bi wir ve dardekirî bû bixwenda. [781 kut_mehkum] Lewra wusan ne kir, bêyî ku li paş xwe vegere reya xwe domand. [782 kut_mehkum] Dunya sayî bû, lê rojtira din berf barî bû û nuha jî bayekî sivik, lê sar, dest pê kiri bû. [783 kut_mehkum] Lê wî li hember sermayê xwe baş pêça bû û cihê ku ew ê biçûwayê, istîgeha trênê jî ji wê derê ne dûr bû. [784 kut_mehkum] Mîna ku bixwaze zû ji wê derê bi dûr bikeve dilezand. [785 kut_mehkum] Lê li erdê bostek berf hebû, berf di bin lingên wî de diçû xwarê û ji bo ku neçerixe diva bû ku gavên xwe bi balkêşî bavêtina. [786 kut_mehkum] Wexta ku li qiraxa mal û dikanên girtî re wusan li kolanê dimeşiya, li qorziya xaniyekî, li cihekî tarî bi zilamekî ve heramberî hevdu hatin. [787 kut_mehkum] Zilam xwe ji ber da alî û paşê lê vegeriya, bi giramî; »Ezbenî, li pêşiya xwe binêrin wexta ku hûn dimeşin!« got. [788 kut_mehkum] Lê qet li zilêm ne nerî û bersiv jî ne-da yê. [789 kut_mehkum] Lewra serê wî bi gelek raman û fikrên din ve tijî bû û berî saetekê dixwest xwe bigihîne mal. [790 kut_mehkum] Xwe bi xwe: »Mal!« got û beşişî. [791 kut_mehkum] Gotinên ramanwer ku li ber deriyê dîskotekê bi bîr anî bûn di serê wî re carek din derbas bû bûn. [792 kut_mehkum] Dîsan xwe bi xwe; »Lê nuha ez mîna keftarekî berî deqeyekê dixwazim xwe bigihîn­im hundur, bêdengî û tenêtiyê!« got. [793 kut_mehkum] Di vir de dijitiya li ba xwe fam dikir, didît û jê re beyan bû. [794 kut_mehkum] Ji ber ku eva gelek caran bi serê wî hati bû. [795 kut_mehkum] Ji hundur, ji ber bêdengî û tenêtiyê dire­viya. [796 kut_mehkum] Wê gavê qelebalix û civata mirovan bala wî dikişand û li xweşa wî diçû. [797 kut_mehkum] Lê dema ku tevî vê qelebalix û civatê dibû, wê çaxê jî ya din dest pê dikir. [798 kut_mehkum] Bêriya bêdengî û tenêtiyê dikir û vêya jî ne dihişt û rê ne didayê ku xwe baş bi nava civatê de berde û bibe yekî ji wan. [799 kut_mehkum] Di gel ku hewl dida da çareyekê ji vê yekê re bibîne jî, dîsa bi ser ne diket. [800 kut_mehkum] Hewildanên wî mîna vê şevê hemî berteref diçûn. [801 kut_mehkum] Viya jî ji viyalî de ew bêtir bêhêvî û qudumşikestî dikir. [802 kut_mehkum] Hewildanên wî tenê dibûn bîrewerî û xewnên naxoş. [803 kut_mehkum] Lê ji ber çi wusa ters diçû? [804 kut_mehkum] Ev pirsa gelek caran ji xwe dipirsî. [805 kut_mehkum] Lê tu carî jî bersiva vê nikanî bû bida. [806 kut_mehkum] Te digot qey hemû kes û tişt li hemberî wî ne! [807 kut_mehkum] Wekî yê îşev ku hati bû li dîskotekê li ser maseya wan rûnişti bû û keçika ku wî kî dizane bê bi çi hal û keşkûriyê dawetî derve kiri bû, jê si­tendi bû! [808 kut_mehkum] »Na!« got. [809 kut_mehkum] Xwe bi xwe »wî çima ji min sitend, min ew dayê. [810 kut_mehkum] Heta min got kerem bike!« [811 kut_mehkum] Lê digel ku Martîn... Belê, yê ku hati bû li ser maseya wan rûnişti bû navê wî wusa bû yekî zerik û bêviltûj bû, ew hemberî xwe didît jî dîsa heyraniyek jê re raber dida. [812 kut_mehkum] Ruyê Martînê bêviltûj qet sor ne bû bû û eniya wî jî xwîdan ne dabû, dema ku ji keçika teniştê re goti bû, »em dansê bikin?« Wê demê wî fam kiri bû ku êdî wenda kir! [813 kut_mehkum] Û ji ber vê yekê jî tu tişt ne kiri bû û xwe bi xwe »na! [814 kut_mehkum] ji xwe ew ê bertelef ba.« got. [815 kut_mehkum] Dansa duyemîn li ber muzîkeke sivik bû. [816 kut_mehkum] Wî dikanî bû hinekî ecele bikira û berî Martîn keçik rakira dansê, lê ne kiri bû. [817 kut_mehkum] Bi awureke mîna ku bibê; »te ya pêşîn kir, tu ya duyemîn jî dikanî bikî!« li Martîn nerî bû. [818 kut_mehkum] Martîn ji vê awurê razî, berê xwe dabû keçikê û ew cara duyemîn rakiri bû dansê. [819 kut_mehkum] Dema keçikê ji Martîn re goti bû; »Erê!« awurek mîna ku bibê; »bi cihenema te kirî!« di wî de vedabû û paşê bi Martîn re rabû bû dansê. [820 kut_mehkum] Trêna dawîna şevê gihîşti bû istigehê. [821 kut_mehkum] Li vagona kêm mirov, li ser qoltixekî bi tenê ciyê xwe girt û tirên bi rê ket. [822 kut_mehkum] Çavên wî li qoltixê dawiya vagonê, aliyê hemberî wî ket. [823 kut_mehkum] Keç û xortekî xwe li hevdu rapêça bûn û hevdu maç dikirin. [824 kut_mehkum] Yê xort her ku keçik ji lêvên wê maç dikir, hejmarek digot, »çil û yek... dudu... sisê« [825 kut_mehkum] Viya dîsa hişê wî bir ser Martîn û dansa duyemîn. [826 kut_mehkum] Di dansa duyemîn de Martîn jî xwe wusa li keçikê pêça bû, hêdî hêdî serê xwe nêzî yê wê kiri bû û paşê jî ji lêvên wê maçek sitendi bû. [827 kut_mehkum] Heta ku dans qediya bû, Martîn hejmara ramîsanan zêde kiri bû.Wexta ku dans qediya bû jî, Martîn de­vê xwe xisti bû yê keçikê û maçeke nêzî deqeyekê dûdirêj jê sitendi bû. [828 kut_mehkum] Xwe bi xwe: »ji bo hinekan jiyan çiqasî hêsan e.« got. [829 kut_mehkum] Belê, ji xwe ji ber vê yekê bû ku heyranî raberî Martîn dida. [830 kut_mehkum] Bi keçikê re axaftin, danskirin û maçkirin, evan hemî wusa bi hêsanî kiri bûn ku ew li hember van kiri­nan behitî ma bû. [831 kut_mehkum] Lewra evana ji bo wî serketinên gelekî zehmet ku in­cex bi xwîn û xwîdanê dikanî bû pêk bihaniya. [832 kut_mehkum] Dema ku ji trênê daket û heta ku gêhîşte malê, derî vekir û kete hun­dur jî her hişê wî bi viya meşgûl bû û bala wî li ser vê pirsê bû ko; »çawa hinek an gelekî merovan dikanin jiyanê ewçendî hêsan bigirin!« Û paşê heyfa xwe lê dihanî ku ew ne yekî nola wan merovan e. [833 kut_mehkum] Li mala wî ku ji ode û metbexekê pêk dihat her dever rêşkirî û hertişt paqijkirî bû. [834 kut_mehkum] Dema ku mala xwe wusa dît, beşişî. [835 kut_mehkum] Êvarê beriya ku biçe civanê keçikê, bi hêviya ku ew ê wê bîne malê hazirî kiri bû û ne tenê ev jî: Li odê, li ser masê findeke li bendî vêxistinê, şûşekek şeraba Bordeux li bendî vekirinê û du piyalên şerabê li bendî tijikirinê amade bûn. [836 kut_mehkum] Qevdek gulên sor, zer û pembe jî di vazoyeke titik de li ser masê bûn. [837 kut_mehkum] Cilên xwe ji xwe kirin û hat mase ber bi qaryola xwe ve kişand, finda ser masê vêxist, şûşa şeraba xwe vekir, piyala xwe dagirt û; »merheba ji te re bêdengî û tenêtî!« got û paşê piyala şerabê bi ser xwe de kir. [838 kut_mehkum] Cara duduyan dema ku piyala xwe tije şerab kir, beriya ku bi ser xwe de bike, çû seriyê din î odê, ciyê ku teyiba wî lê bû; kaseteke Bethowen da ser teyibê. [839 kut_mehkum] Ev konsera Bethowen ya piyanoyê bû. [840 kut_mehkum] Dûre jî hat, ji şerabê dîsa hinek vexwar, paşê xwe li ser nivînan ramedand. [841 kut_mehkum] Lê serê wî bi bûyerên şevê ve tijî bû û yek bi yek di hişê wî re derbas dibûn. [842 kut_mehkum] Hêj destpêka şevê bû, dema hevalekî wî jê re telefon kiri bû û ew vexwendi bû mala xwe. [843 kut_mehkum] Lê wî; »na... îşev civanê min bi keçekê re heye... ez ê şevekê ji felekê vedizim!« goti bû. [844 kut_mehkum] Xwe bi xwe; »lê felekê şevek ji min vedizî, weke hercar!« got û di dilê xwe de hezar nalet û çêr li şans û bextreşiya xwe hanî. [845 kut_mehkum] »Belê,« got. [846 kut_mehkum] »eger ne ji bêşensî û bextreşiya min bûya, dê çima wusa bi­ba? [847 kut_mehkum] Ew Martînê zerik û bêviltûjik ji kuderê derket? [848 kut_mehkum] Na, ew xisûsî ji bo min ji malê rabû bû û hati bû dîskotekê îşev. [849 kut_mehkum] Ji bo ku karê min xera bike û ne ji bo tiştekî din!« [850 kut_mehkum] Bi rastî jî heta ku Martîn derneketi bû holê hemû tişt baş û li gor dilê wî çû bû. [851 kut_mehkum] Helbet ev ne dihat wê manê ku di planê wî yê şevê de kêmasî û qelsî tune bûn. [852 kut_mehkum] Ya pêşîn di planê xwe de hesabên tiştên ku »ji nişka ve« biqewumin ne kiri bû. [853 kut_mehkum] Ji xwe ev Martîna jî ji nişka ve derketi bû holê û planê wî serûbinî hev kiri bû. [854 kut_mehkum] Lê tiştê ku li zora wî diçû ev bû ku tevayiya salekê di gel ku li nexweşx­anekê, li gel keçikê xebitî bû û her roj hevdu didîtin û bi hev re dipeyivîn jî dîsa cesaret ne kiri bû ku keçikê vexwîne dîskotek an restorantekê. [855 kut_mehkum] Û wê roja îniyê, piştî nîvro dema li ciyê kar, li oda cixarekêşiyê li gel keçikê tenê ma bû, dîsa bi nîvhenekî jê re; »ma tu naxwazî bi min re werî ciyekî kêfê?« goti bû. [856 kut_mehkum] Dûre jî mîna ku sûcek kiri be sor bû bû, xwîdanê di eniya wî re dabû der û hindik ma bû ku ji keçikê bexişîna xwe bixwaze û bibê; »bi­bore, min henekek kir!« Lê keçikê berya wî; »belê, çima na, pir kêfxweş dibim.« goti bû. [857 kut_mehkum] Paşê jî li bajêr wext û cî dabûn hevdu. [858 kut_mehkum] Xwe bi xwe; »lê ji bo Martînê bêviltûj nîvsaet ne girti bû ku wê qanî bike.« got û rabû piyala şeraba xwe nû kir. [859 kut_mehkum] Lê bi rastî di vir de hinekî neheqî li Martîn dikir, ji ber ku wî ji bo ku rê li ber Martîn bigire tu tişt ne kiri bû. [860 kut_mehkum] Heta bi bîr anî ku bi tevgerên xwe jî alîkariya Martîn kiri bû. [861 kut_mehkum] Dema Martîn hati bû li ser maseya wan rûnişti bû, wî dest pê kiri bû û pê re axifî bû û ne dîti bû ku keçik bi madê xwe naxoşiya xwe li hemberî rewşê nîşan dide. [862 kut_mehkum] Dema ku muzîka dansê dest pê kiri bû, diviya bû wî jî weke adetê keçik rakira dansê. [863 kut_mehkum] Lê ev yeka ha qet ne li ser bala wî bû û serê wî bi bersiva pirsa ku Martîn jê kiri bû ve meşgûl bû. [864 kut_mehkum] Martîn jê pirsî bû; »tu çi karî dikî?« Wî goti bû; »ez li nexweşxaneyekê dixebitim, li nexweşan dinêrim, xwarina wan didime wan û ciyê wan paqij dikim.« Lewra tenê bi vê bersivê ne ma bû û dest pê kiri bû, planên xwe yên pêşerojê ji Martîn re kat kiri bû. [865 kut_mehkum] Bi katkirina planên xwe yên xwendinê dest pê kiri bû. [866 kut_mehkum] Îsal ji bo xwend­inê dereng ma bû, sala bihata wî ê dest bi xwendina lîseyê bikira. [867 kut_mehkum] Piştî ku salekê wî lîse biqedanda wê çaxê wî ê dest bi xwendina bilind ya asîstaniya doktoran bikira. [868 kut_mehkum] Bi dû du salan re dema ku ew jî qedand, wî ê du salan weke asîstanê doktoran kar bikira û paşê jî dest bi xwendina doktoriyê bikira. [869 kut_mehkum] Martîn ji hêlekê ve guhdariya wî û ji hêlekê ve jî bala wî li ser keçikê bû û rewşa wê ya naxoş didît. [870 kut_mehkum] Wî hêj dixwest bibêje ku ew ê çend salan dok­toriyê bixwîne, lê Martîn ew fersend ne dabûyê û; »Planên te yên xwend­inê gelekî bi rêkûpêk û xweş in!« goti bû, dûre berê xwe dabû keçikê û ew vexwendi bû dansê. [871 kut_mehkum] Di vir de xeletiya xwe fam kiri bû, lê êdî dereng ma bû. [872 kut_mehkum] Herweha ji bo dansa duduyan jî dereng keti bû. [873 kut_mehkum] Tenê li rêyekê geriya ku qusûrekê bibîne û ji wir bi dûr keve. [874 kut_mehkum] Di viya de jî wan texsîr ne kiri bûn û alîkariya wî kiri bûn. [875 kut_mehkum] Dema ku ji dansa duyemîn vegeriya bûn ser masê, mîna ku keçik pê henekê xwe bike, berê xwe dabûyê »tu çima dansê nakî?« jê pirsî bû. [876 kut_mehkum] Wê gavê devê wî keti bû hev û ne ma dizanî bû ew ê çi bigota; »ez bawer im, min îşev hinekî zêde vexwar!« got. [877 kut_mehkum] Wê gavê jî keçikê zûzûka »eger tu xwe nebaş hîs dikî, tu dikanî biçî mal.« jê re goti bû. [878 kut_mehkum] Bi dû van gotinan re, êdî tenê tiştek dima ku bikira û wî jî wusa kir. [879 kut_mehkum] Dema ku xatir ji keçikê xwesti bû, hîn jî ew tevgera henekpêkirinê li ser bû. [880 kut_mehkum] Keçikê bi beşişîn »gelekî sipas dikim ku te ez îşev vexwendim vê derê.« goti bû. [881 kut_mehkum] Martîn jî bi tevgereke gelekî ji xwe razî û hinekî jî minetkar; »gelekî memnûn bûm ku min tu nas kirî!« goti bû. [882 kut_mehkum] Wî tenê destê wan hejandi bû û ji wir dûrketi bû. [883 kut_mehkum] Êdî dawiya şevê bû. [884 kut_mehkum] Şeraba di şûşê de qediya bû. [885 kut_mehkum] Bethowen notayên xwe yên dawîn lêdixistin û finda li ser masê vemirî bû. [886 kut_mehkum] Her wusa çavên wî jî hati bûn girtin û êdî xilmaş bû bû. [887 kut_mehkum] Berî ku dest bi reşbeleka xwe bikim gelek silavên germ ji te re rêdikim, ji herdu çavên te ên reş radimîsim... [888 kut_mehkum] Lo birawo, ev bûn deh name ku min ji te re şandin, eva jî ya yanzda... Lê ji te, me hêj tu bersiv ne girt! [889 kut_mehkum] Qe neba me bizaniya ku tu sax î, rehet î... Viya wê dilê me têxista cî, kêfa me bihaniya. [890 kut_mehkum] Diya min bi girî herdu çavên xwe kor kirin! [891 kut_mehkum] Heroj rûdine, saetekê digirî û dibê; »Saloxên ** min ji min re bînin!« Pitepita bavê min bi ser min de, dibê; »Tu ji qezda wilo dikî! [892 kut_mehkum] Tu naman jê re naşînî!« Ez fikirîm ku dibe te navnîşana xwe guherti be û ez çûm min navnîşanek hevalê te ji bavê wî tika kir. [893 kut_mehkum] Li ser wê navnîşanê jî min çend name şandin. [894 kut_mehkum] Lê dîsan jî, digel ku ev serê sê mehan e ku em bersivekê ji te dipên... bêfêde ye! [895 kut_mehkum] Birayê delal! [896 kut_mehkum] Em bi hesreta nameyeke te ne. [897 kut_mehkum] Ez ji te tika dikim... Tu ê nameyekê ji me re bişînî, vê hesreta me biborî ne. [898 kut_mehkum] Ma qey tu qet nafikire ku birayê te, xwengên te, bavê te, diya te, em hemû li hêviya nameyeke te ne. [899 kut_mehkum] Ma qey qet em li bîra te nayên!... Tuê me bêderb bikujî lo! [900 kut_mehkum] Tu berê ne wilo bûy; nizanim çi bi te hatiye. [901 kut_mehkum] Îro dîsan hingî bavê min kire pitepit, got; »Tu çiman nama jê re naşînî« Ez rabûm min rast reya bajêr girt, çûm postexanê da ji te re telgirafekê rêbikim. [902 kut_mehkum] Lê karmendekî nas li wir ez bi zor sekinandim û got; »Seyr e! [903 kut_mehkum] Tuê du rêzikan binivisînî û qiyametek pere bidî! [904 kut_mehkum] Wisa meke, baştir e ku tu jê re nameyekê bişînî...« Ez vegeriyam, li qehwa Omeriya rûniştim û min dest bi nivisandina vê namê kir. [905 kut_mehkum] Aha, li ser masa min du gundîyên me; Cindî û Hamîd jî rûniştine, bi qeremaçan dileyizin. [906 kut_mehkum] Ew ji silavan li te dikin. [907 kut_mehkum] Wekî din ku tu li me bipirsî; em tev rehet in, bi selamet in. [908 kut_mehkum] Em tenê xweşiya te dixwazin û bi hesret li hêviya reşbeleka te ne. [909 kut_mehkum] Bi silavên germîn... [910 kut_mehkum] Birayê te Evdella [911 kut_mehkum] 25 Gulan 1986 / Stockholm [912 kut_mehkum] Birayê xoşevîst Evdella! [913 kut_mehkum] Reşbeleka we ya bi tarîxa 5.5.1986 kete destê min. [914 kut_mehkum] Ez pê gelekî kêfxweş bûm, sipas! [915 kut_mehkum] Her weha namên berî vê jî ku we şandi bûn tev ji mêj ve ke­tine destê min. [916 kut_mehkum] Lê mixabin ku ji ber hin sedeman min ne dixwest ji we re nama rêbikim. [917 kut_mehkum] Ango bi şandina nameyeke xwe min ne dixwest we têxime talûkê! [918 kut_mehkum] Bawerim hûn fam dikin bê ez dixwazim çi bibêm. [919 kut_mehkum] ku we ewçend israr nekira min ev name jî ji we re ne dişand. [920 kut_mehkum] Birayê hêja! [921 kut_mehkum] Tu di nameya xwe de dibê; »Ma qey em qet li bîra te nayên!...« Ma kengî hûn ji bîra min çûne?! [922 kut_mehkum] Di xewnên min de, di xeyalên min de her hûn hene; ma li darê dunyayê qet tiştekî wisa dibe! [923 kut_mehkum] Bi rastî jî bi van gotinên te ez gelekî êşiyam. [924 kut_mehkum] Û ji îro pêve ez ê bersiva hemû nameyên ku ez ji we bigirim, bidim. [925 kut_mehkum] Ma qey tu dibê ez naxwazim nameyan ji we re bişînim!... [926 kut_mehkum] Wekî din jî qet mereqa min nekin. [927 kut_mehkum] Ez gelekî baş û rehet im. [928 kut_mehkum] ku derdekî min hebe ew jî xweşî û selametiya we ye. [929 kut_mehkum] Ji dê û bavê min re gelek silavên min bibêje, ez destê herduwan radimîsim. [930 kut_mehkum] Gelek silav û giramiyên min ji xweng û birayên min re pêşkêş bike. [931 kut_mehkum] Bimînin di xweşiyê de. [932 kut_mehkum] Bi silavên biratî [933 kut_mehkum] Birayê te [934 kut_mehkum] Reşbeleka te tevî çend polîs û cendirman kete destê me!... Şensê min hebû ku ez wê rojê ne li mal bûm. [935 kut_mehkum] Ro li nîvro cemsak tijî polîs û cendirme, reşbeleka te di dest wan de, di­girin ser mala me. [936 kut_mehkum] Hundurê malê qul bi qul saxtî dikin, her weha axur jî... Helbet tiştekî bi dest naxin. [937 kut_mehkum] Ji xwe ew çend pirtûkên ku te li malê hişti bûn min ji mêj ve şewutandi bûn. [938 kut_mehkum] Piştî ku malê saxtî dikin bavê min û herdu biran, Kezebo û Fexredîn davêjine cemsê û dibine tabûrê. [939 kut_mehkum] Heftîkê ew di bin daran de nehawî kiri bûn. [940 kut_mehkum] Ji wan re; »Çawa bi vî xayînê dewletê re têkiliya we hêj heye! [941 kut_mehkum] Demek hûn jî xayîn in!« dibên û wana didine ber daran. [942 kut_mehkum] Ji xwe eynî rojê (bi karekî ez çûbûme gundekî din) gava ku min evaya bihîst, min go lingo bi qurbano û ez reviyam hatim Izmîrê. [943 kut_mehkum] Ev serê du mehan e ku ez li vê derê xwînî me. [944 kut_mehkum] Li gor saloxên ku min ji mal hilanîne: Bi dû ku ew berdane, bavê min û herdu bira, heftîkê di nav nivînan de bêhal raketine. [945 kut_mehkum] Piştî heftîkê, Kezebo û Fexredîn baş bûne... Lê li gor dibêjin, bavê min hêj di nav nivînan de ye û xwîn vedirişe. [946 kut_mehkum] Gelek dibên ew ê êdî ji nav nivînan dernekeve. [947 kut_mehkum] Bi kurtî tiştê te û reşbeleka te bi serê me kir, dijmin bi serê dijmin nake! [948 kut_mehkum] Ma qey te nizanî bû ku li vir li te digerin! [949 kut_mehkum] Ma qey te nizanî bû ku tu xwîniyê dewletê ye! [950 kut_mehkum] Ma hewce dikir ku me ji te re bigota... Qaşo tu merivekî zana, bîrbir bûy! [951 kut_mehkum] Kê ji te re got ku tu ê nama ji me re bişînî!... Aha were safî bike vêca! [952 kut_mehkum] Tu çûy Ewropayê jî, hêj em ji te û bela te xelas ne bûn lo! [953 kut_mehkum] Ji bo Xwedê tu careke din xeletiyeke wilo nekî! [954 kut_mehkum] Evdella [955 kut_mehkum] Zivistana 1974an bû, gundiyên S. [956 kut_mehkum] derî Mirad û malbata wî, yên din hemû ji mêj ve keti bûn nava nivînan û kî dizane bê ev xewna çendan bû ku didîtin. [957 kut_mehkum] Ev şeva duduyan bû ku li mala Mirad, lemba wan wisa heta nîvê şevê diçurisî. [958 kut_mehkum] Mirad di hundurê oda xwe de li ber soba bê agir paldayî, kaxezek di dest de lê dinêrî û diponijî; serî gavê jî serê xwe li ba dikir û dikire niçeniç. [959 kut_mehkum] Ji nivis û mora li ser dihate famkirin ku kaxezeke fermî ye. [960 kut_mehkum] Kaxez di nava tiliyên xwe de bi vir û wir de diqulipand... çep û rast digirt û bêwestan awirên xwe li nivisa ser digirt. [961 kut_mehkum] Li ser kaxezê tiştê ku pê xerîp ne dihat û dikarî bû bixwenda, bi tenê navê wî bû; »Mirad Çiruk!« [962 kut_mehkum] Ji ber ku muxtarê gund kaxez dabûyê her cara ku Mirad li kaxezê dinêrî, muxtar dihate bîrê. [963 kut_mehkum] Berî du rojan ber bi nîvro du cendirme hati bûn gund, ev kaxeza dabûn muxtêr û bi şûn de vegeriya bûn. [964 kut_mehkum] Muxtêr gazî Mirad kiri bû û kaxez dabûyê. [965 kut_mehkum] Dema Mirad goti bû; »Ez tiştekî jê fam nakim!« muxtar berçav­ka xwe derxisti bû, dabû ber çavên xwe û jê re xwendi bû. [966 kut_mehkum] Lê wexta ku Mirad dîsan goti bû; »Min qe tiştek fam nekir!...« vêca muxtar hinekî bi hêrs careke din jê re xwendi bû û bêje bi bêje jî wergerandi bû. [967 kut_mehkum] »»... Li dadgeha Komara Turkiyê ya tawangiran, li bajarê M. [968 kut_mehkum] di tarîxa ... saet... li... de divê hûn amade bin!« [969 kut_mehkum] Mirad ji tirsa ku dîsan muxtar hêrs neke tu pirsek din jê ne kiri bû, kax­ez ji dest girti bû û rast riya mala mamostê gund girti bû. [970 kut_mehkum] Lê mamoste jî tiştê ku muxtêr jê re goti bûn ducar kir. [971 kut_mehkum] Lê dîsan jî Mirad têra xwe pirs ji mamoste kiri bûn. [972 kut_mehkum] Tiştê ku lê behîtî bû, bê ji bo çi xwesti bûn qet tu sedem di kaxezê de ne dabûn xuyakirin. [973 kut_mehkum] Vê yekê jî Mirad gelekî bêhaf dikir û tiştên nebûyî dihanîne bîrê! [974 kut_mehkum] Ev cara pêşin bû ku kaxezeke wisan fermî ji dadgehê jê re hati bû. [975 kut_mehkum] Mirad di jiyana xwe de qet têkilî tu tiştekî bêqanûnî ne bû bû, ji ber vê jî dadgeh hêj bi çavên xwe ne dîti bûn. [976 kut_mehkum] Dema ku ji nişka ve kaxezek wisa ji dadgehê him jî ya tawangiran jê re hat, ew bi carekê qidûmşikestî kiri bû. [977 kut_mehkum] Nema dizanî bû çi bikira. [978 kut_mehkum] Ji fikirandina vê bûyerê ne dilê wî diçû xwar­inê û ne jî xewa wî dihat. [979 kut_mehkum] Ev ji serê du rojan de guhertinek ecêb pê re çêbû bû. [980 kut_mehkum] Te digot qey ew xwîniyek e û ew ê anuha wî dardekin! [981 kut_mehkum] Dawiya dawîn jî dest pê kiri bû pir behîtî dipeyivî. [982 kut_mehkum] Di ber xwe de; »Ji bo çi? [983 kut_mehkum] got. [984 kut_mehkum] Min tu kes ne kuştiye, tu kes ne şeli­handîye û dizîya tu kesî jî min ne kiri ye!« [985 kut_mehkum] Rabû ser xwe, dîsa rûnişt; fitilî ser pîreka xwe Hezarê ku tevî herdu zarokên xwe di quncikekî odê de bêdeng rûniştine. [986 kut_mehkum] Te digot qey ew jî ji gava ku mêrê wê ev kaxeza girtiye, şînê dikişîne! [987 kut_mehkum] Mirad mîna ku bixwaze, li ber şewqa lembeya ku bi zor hundurê odê ronî dikir, wan bitefsilîne, serê xwe ber bi wan bir û qêriya; »Min çi kiriye? [988 kut_mehkum] Sûcê min çi ye? [989 kut_mehkum] Hela bibêje bê çi sûcê min heye!« [990 kut_mehkum] Qidûmê jinikê û herdu zarokan şikest, zarokan hişk bi dawa diya xwe girtin. [991 kut_mehkum] Hezarê hinekî bi tirs lê vegerand; »Tu sûcê te tune bavo!... ma çi sûcê te ê hebe!« [992 kut_mehkum] Mirad serê xwe hejand; »Hii... got. [993 kut_mehkum] Tu sûcê min tune, nexwe! [994 kut_mehkum] Ma çi sûcê min ê hebe!« [995 kut_mehkum] Lê ev gotinên dawîn bi şêleke mîna ku bixwaze bibê; »Ez dizanim bê sûcê min çi ye!« goti bûn. [996 kut_mehkum] Bi rastî jî hingî ku fikirî bû êdî serê wî tevlihev bû bû. [997 kut_mehkum] Wisa bû bû ku êdî wî jî ji xwe şik dikir. [998 kut_mehkum] Pêre hîsek weke ku li hemberî dewletê hin xerabî kirine, çêbû bû. [999 kut_mehkum] Lê bê çi kiri bû qet ne dihate bîrê! [1000 kut_mehkum] Tenê tiştek bi bîr di­hanî, ew jî ev bû ku carina di derheqê cendirme û tehsîldaran de nebaş fikirî bû. [1001 kut_mehkum] Wan deman xwestinek mîna ku bi dest biketa û jê bihata, wî ê kela dilê xwe li van cendirme û tehsîldaran hênik bikira, heta çend kes ji wan bikuştana jî... Lê ev xwestina xwe ne pêk anî bû û ne jî ji kesekî re goti bû. [1002 kut_mehkum] Tenê xwestinek jî nikanî bû biba sedemê tu sûcan! [1003 kut_mehkum] Mirad dîsan çavên xwe li hundurê oda nîvtarî gerand, li pîreka xwe û herdu zarokan nerî; deng û his ji wan dernediket. [1004 kut_mehkum] Hingî ku xwe bi dîwêr ve şidandi bûn, te digot qey bûne perçeyekî ji dîwêr. [1005 kut_mehkum] Bi hînetiyeke kevn, destê xwe xiste bêrîka yelegê xwe da li saetê binêre, lê dema hate bîrê ku saeta xwe beriya sê mehan winda kiriye, zû paşde kişand. [1006 kut_mehkum] Di ber xwe de bi dengekî nîvxeniqî; »Di kû de zirav be bila di wi de biqete! [1007 kut_mehkum] got. [1008 kut_mehkum] Yekî ku sûcê wî tune be çima ê bitirse! [1009 kut_mehkum] Rabe, nivînan deyne!« [1010 kut_mehkum] Weke ku tu sîtilek ava sar li dilê jinikê bikî, wisa bîhna wê vebû, ew tirs ji ser firiya çû û bi lez rabû ser xwe, dest bi raxistina nivînan kir. [1011 kut_mehkum] Bi dû vê navtêdana xwe bi xwe re, te digo qey tirsa li ser Mirad jî kêm bû bû, hinekî qidûm pê ve hati bû. [1012 kut_mehkum] Lê sed mixabin ku ev mêrxasiya wî tenê ji bo bêhnekê bû. [1013 kut_mehkum] Dema ku kete nav nivînan, lihêf kişand ser serê xwe, ramanên li dora vê bûyerê fe­na mêşan ku xwe çawan li şêrînayê bigrin, wisa êrîşî serê wî kirin. [1014 kut_mehkum] Xwest ku di serê xwe de planekî çêbike, ew ê çawan bersiva pirsên dad­pirs bide. [1015 kut_mehkum] Lê ji ber ku nizanî bû ew ê çi pirs jê bêne kirin dev jê berda. [1016 kut_mehkum] Fikir kir ku pêşiyê biçe bi advokatekî bişêwire; lê vê jî mesrefeke zêde dixwest ku aboriya wî têrê ne dikir... [1017 kut_mehkum] Hêj wisa difikirî, ji nişka ve germiya laşekî nerm bi laşê xwe ve hîs kir. [1018 kut_mehkum] Ev germî hin bi hin li laşê wî tevî belav bû, pir jî li xweşa wî diçû. [1019 kut_mehkum] Vê ger­miyê, rehên laşên wî yên ku ji qehr û tirsê şidiya bûn hemî sist kirin. [1020 kut_mehkum] Wisa bi kêr bû ko, serê wî bi carekê re ji ramanan vala kir... xwe bi vê germiyê ve qenc şidand û di xew re çû. [1021 kut_mehkum] Heta berbanga sibê, bi xêra germa wî laşê nermik bêxem raket. [1022 kut_mehkum] Lê de­ma ew germiya ku di laşê xwe de hîs dikir kêm bû, nema lê kêr kir; ra­manên bi xof dîsan dest pê kirin di serê wî de veketin. [1023 kut_mehkum] Di xewnê de: [1024 kut_mehkum] »Xwe li hundurê odeyeke mezin didît. [1025 kut_mehkum] Li hawîrdora xwe dinerî, hertişt pê eceb dihat. [1026 kut_mehkum] Li hemberî wî, li dora maseyekê du sê kesên bi cube rûnişti bûn. [1027 kut_mehkum] Li her aliyekî wî jî cendirmeyek rawestî bû. [1028 kut_mehkum] Fikirî ku vê derê ê dadgeh be û evana jî ê dadpirs bin. [1029 kut_mehkum] Dadpirsekî awireke dijwar tê vedida, dûre jî bi destê xwe tiştek ji ser masê bilind dikir. [1030 kut_mehkum] Mîna ku saeteke bêrîkan bû. [1031 kut_mehkum] Saet nêzî wî dikir, jê dipirsî, »Ev saet ya te ye?« Wî li saetê dimeyzand, fam dikir ku saeta wî ye. [1032 kut_mehkum] Bersiv dida; »Erê ezbenî ya min e!« Bi dû de jî dixwest ku bibê; »Beriya sê mehan min winda kiri bû!« Lê dadpirs mefer ne didayê, gotina wî dibirî û serê xwe dihejand; »Baş e, baş..., digot. [1033 kut_mehkum] Tu dizanî bê ev saet li kû hatiye dîtin?« Dadpirs li benda bersiva wî ne dima û axaftina xwe didomand; »Ev saeta li ser cendekê du cendirman ku li ser riya gundê we hati bûn kuştin, hatiye dîtin! [1034 kut_mehkum] Evaya delîlekî gelekî xurt e ku tu berpirsiyarê vê kirinê ye!« Piştî ku gotina xwe diqedand, dadpirs destê xwe ber bi cendirman dikir û digot; »Wî bibin!« [1035 kut_mehkum] Gava ku cendirman dikirin wî bibin, Mirad li ber xwe dida. [1036 kut_mehkum] Lê herdu cendirman hişk bi çeplên wî digirtin û ew bi dû xwe de dikişkişandin. [1037 kut_mehkum] Bi dû xwe de, di derîyekî re ew dixistin hundurê hewşeke fereh. [1038 kut_mehkum] Dema Mirad didît ku di hewşê de kindirekî dohnkirî bi dara sêpîyê ve li ba dibe, heta ku jê dihat diqêriya, xwe davêt erdê... Lê cendirman ew ji erdê bilind dikir, li ser destên xwe ew dibirin binê dara sêpîyê. [1039 kut_mehkum] Destên wî li paş girê­didan, ew derdixistin ser sandaliyekê; yekî ew digirt û yê din jî kindir dikire situwê wî. [1040 kut_mehkum] Bi dû de jî sandalî ji bin lingan dikişandin. [1041 kut_mehkum] Pê bi pê bîh­na wî diçikiya, wexta dikir ku bifetise, ji nişka ve ji xew vediciniqî!« [1042 kut_mehkum] Dema ku ji xew çemd bû, dît ku pîreka wî ya di xew de, çeplê xwe li situwê wî gerandiye. [1043 kut_mehkum] Wisa şidandi bû ku Mirad bi zor bîhna xwe digirt û dida. [1044 kut_mehkum] Bi lez situwê xwe ji çeplê wê xelas kir, rabû ser xwe. [1045 kut_mehkum] Ji tirsa laşê wî tev dilerizî. [1046 kut_mehkum] Lê dema bi ser hişê xwe ve hat û fam kir ku eva tenê kabûsek bû gelekî kêfa wî hat! [1047 kut_mehkum] Sibê: [1048 kut_mehkum] Mirad ji bo ku ê biçuwa dadgehê gelekî bi heyecan bû. [1049 kut_mehkum] Nema dizanî bû ê ji kuderê dest pê bike! [1050 kut_mehkum] Geh diçû axur li heywanan dinêrî, geh dihat hun­durê odê li zarokan dinêrî û hinekî jî bi sobê ve dilebikî. [1051 kut_mehkum] Di dawiya dawîn fam kir ku divê haziriya xwe bike. [1052 kut_mehkum] Ewê hêj du saetan bi rê va biçuwa heta ku bigihişta ser asfaltê û ji wir jî ê bi tirumpêlekê riya xwe bidomanda. [1053 kut_mehkum] Mirad çavê xwe li pîreka xwe gerand, dema ew di hundur de ne dît, bi dû de qêriya; »Hezarê! [1054 kut_mehkum] Hezarê!...« Hinekî şûnde deriyê odê vebû, pîreka wî derbas bû hundur. [1055 kut_mehkum] Ji nanên di dest de xuya dikir ku çûye ji cîranan nan deyn kiriye. [1056 kut_mehkum] Rebenê ji pêr de, ji xema ne nan û ne jî xwarin çêkiri bû. [1057 kut_mehkum] Lê vê sibê ji bo ku mêrê xwe birçî bi rê neke; şorbeyeke nîskan dabû ser êgir. [1058 kut_mehkum] Dema dîti bû nan qedîyaye, ji neçarî çû ji cîranan deyn kir. [1059 kut_mehkum] Ji aliyekî him berfa li ser xwe dadiweşand û him jî ji Mirêd re; »Li der berf û bahoz e! [1060 kut_mehkum] Çûk bi çûkaniya xwe, gur bi gurîniya xwe, ji sermayê li der nikane bisekine. [1061 kut_mehkum] Tu ê çawa biçî?« [1062 kut_mehkum] Mirad serê xwe rakir, awirek tê veda û tenê got; »Kincên min hazir bike!« [1063 kut_mehkum] Hezarê awirê mêrê xwe ya cidî fam kir ku minaqeşe bêfêde ye. [1064 kut_mehkum] Paşê rast çû sindoqa xwe ya bûkaniyê vekir, kincên Mirêd yên herî paqij jê derx­istin û anîn li ber danîn. [1065 kut_mehkum] Bi dû ku Mirad taştiya xwe xwar, bi lez rabû ruwê xwe kur kir û paşê jî dest pê kir kincên xwe li xwe kirin. [1066 kut_mehkum] Wexta ku Mirad îşlegê xwe yê sipî î ji hîzar, ku pîreka wî jê re dirûti bû, li xwe kir fena kefenekî li ser qama wî ya kin rûnişt. [1067 kut_mehkum] Derpiyê wî yê sipî ku heta bi ser kabokên wî dadiket, te digo qey alîkariya işleg dikir û kefen timam dikir. [1068 kut_mehkum] Lê gava ku panteron bi ser de li xwe kir têmtilê wî hinekî edilî. [1069 kut_mehkum] Ji xwe kincên wî jî her evan bûn. [1070 kut_mehkum] Eger xwest ku kevneqezaxê xwe ku te tayek jê bikişanda ê tev verşiya li xwe ke jî, dît ku têmtilê wî ê bi carekê xera bibe, dev jê berda. [1071 kut_mehkum] Bi dû ku qapûtê xwe li xwe kir, şewqa xwe di serê xwe de ediland, destmalek jî di ser şewqê re li binguhê xwe pêça. [1072 kut_mehkum] Paşê qewlikê xwe yê peran kontrol kir û xiste bêrîka xwe. [1073 kut_mehkum] Di wê navbênê de çavên wî li herdu zarokên wî ket, pêre pêre dilê wî şewutî, heznekê pê girt, kelogirî bû û çû herdu zarokên xwe hemêz kirin. [1074 kut_mehkum] Dema keça xwe ya biçûk, Zerî hemêz kir, bêhemd gilorîkên wî hatin xwarê. [1075 kut_mehkum] Bi lez pêlava xwe kire lingên xwe û di derî re derket. [1076 kut_mehkum] Riya esfaltê ji gund teqnekî dûr bû. [1077 kut_mehkum] Li gund tu tirumpêl tune bûn; ji bo ku meriv biçuwa bajêr diva bû ku meriv ji gund derketa ser riya esfaltê û ji wir tirumpêlek bigirta. [1078 kut_mehkum] Wexta ku dunya xweş bû ev riya bi peyatî saetek dajot lê dema ku zivistan bû ev riya nêzî du saetan dikişand. [1079 kut_mehkum] Digel berf û bahoza ku dihat dîsan jî Mirad xwe zû gihandi bû ser riya esfaltê. [1080 kut_mehkum] Lê şensê wî! [1081 kut_mehkum] Tirumpêlê ku dihatin lê ne disekinîn. [1082 kut_mehkum] Li ser esfaltê nêzî saetekê li hêviya tirumpêlan ma. [1083 kut_mehkum] Destê xwe ji hemî tirumpêlên ku derbas dibûn re bi mana ku rawestin bilind dikir... digel bi tilîya xwe nîşan dida ku rêwiyekî bi tenê ye jî dîsan tu tirumpêl ne disek­inîn. [1084 kut_mehkum] Ji xwe li ser rê ji wî pê ve tu kes tune bû. [1085 kut_mehkum] Dûre hêviya xwe qut kir, ji nuha ve dest pê kiri bû ji sermayê di cihê xwe de dicirifî. [1086 kut_mehkum] Li şûna xwe li qeremîska rûnişt, serê xwe xiste nava qapûtê xwe û xwest bi hilma xwe destên xwe yên nîvqefilî bigermîne. [1087 kut_mehkum] Xwe bi xwe fikirî ku paş de vegere malê, lê vê saetê ev fikir ji serê xwe avêt. [1088 kut_mehkum] Xwe bi xwe; »Mehkûmî!« got. [1089 kut_mehkum] »Na!... evaya ne karê min e. [1090 kut_mehkum] Mala min, zarokên min... na li darê dunyayê tiştekî wisa nabe. [1091 kut_mehkum] Ez ê herim ji hakim efendî re bibêm: Ezbenî va ye ez hatim! [1092 kut_mehkum] Çi gunehê min hebe ez jê re amade me; eva serê min û ewa şûrê we! [1093 kut_mehkum] Hûn çi ferman bikin!... ma wê çi ferman bike, ew ê ji min re bibê; “Rabe lawê min yê şîrhelal, min tu efû kir” û ez ê bi şûn de vegerim malê!« [1094 kut_mehkum] Hêj wisa di van ramanan de bû, dît ku yek lê diqîre. [1095 kut_mehkum] Bêyî ku haya wî jê çêbûbe otobozek ji evên piçûk hati bû li ber sekinî bû. [1096 kut_mehkum] Mirad rabû ser xwe, ber bi otopoza piçûk çû. [1097 kut_mehkum] Şofêr; »Tu ê bi kû de biçî?« Mirad; »Ez ê biçim bajêr« got. [1098 kut_mehkum] Şofêr; »Siwar be!« got. [1099 kut_mehkum] Mirad di pacan re çavek li hundur gerandi bû, dît ku rê û rêwanî di hundur de tun­eye. [1100 kut_mehkum] Dema ku dîsa li şofêr meyizand, şofêr serê xwe bi jor de kir; »Li jorê siwar be« got. [1101 kut_mehkum] Miradê ku ji serma dicirifî qet tiştekî wisa ne dipa. [1102 kut_mehkum] Lê şofêr ew xiste ber fedîyan, li rêwiyên din nerî bû û berê xwe pê ve kiri bû; »Tu mîna nehîtekî ye, ma wê çi bi te bê! [1103 kut_mehkum] Aha saeteke, em ê vega bigihêjin ba­jêr... pênc lîra bide bes e!« got. [1104 kut_mehkum] Êdî ji fedîyan ba jî Mirad ê siwar biba, qewlikê xwe derxist pênc lîre hejmartin dane şofêr û çû paşiya otopozê bi derencekên wê ve hilkişiya. [1105 kut_mehkum] Wexta ku hilkişîya jor û çavên wî li tabûta ser ket, xwest paş de vegere. [1106 kut_mehkum] Lê şofêr gaz dabûyê û Mirad ji bo ku nekeve xwe hişk bi hesinên kêlekê ve girt. [1107 kut_mehkum] Mirad di rewşeke xirab de bû, ji sermayê êdî hertişt ji bîr kiri bû. [1108 kut_mehkum] Tenê hêvî dikir ku nuha li ber sobeyeke germ paldayî ba. [1109 kut_mehkum] Ji bo ku nekeve diva bû xwe bigirta û viya jî rê ne didayê ku bi hindikayî jî ba, xwe ji sermayê biparazta. [1110 kut_mehkum] Hinekî wisa di vê rewşê de, ji nişka ve tabûta li teniştê ku lê dimeyizand, fikrek şeytanî di serê wî de pêxist! [1111 kut_mehkum] Xwest ku vê fikrê zû ji serê xwe bavêje, lê sermayê rê ne da... Xwe hinekî nêzî tabûtê kir. [1112 kut_mehkum] Bi destekî xwe girt û bi destê din jî li werîsê ku pê tabût şidandi bûn, xebitî. [1113 kut_mehkum] Werîs di ser tabûtê re avêti bûn û bi hesinên kêlekê ve girêda bûn. [1114 kut_mehkum] Mirad dît ku werîs sist e, bi dû ku ew jî hinekî pê lebikî, ew baş sist kir û bi aliyê lingan ve dehfand. [1115 kut_mehkum] Êdî dikarî bû qepaxa tabûtê vekira, ji ber ku qepax jî li çepê bayî bû, viya jî karê wî hêsantir dikir. [1116 kut_mehkum] Lê ka ew dilê ku biwêre qepaxê vebike! [1117 kut_mehkum] Eger ku yekî mirî tê de ba! [1118 kut_mehkum] Vê yekê wextî Mirad ji fikra wî vegeranda. [1119 kut_mehkum] Lê bi qasî serma ku dixwar ewçendî jî meraq li ba wî çêbû ku binêre bê çi di hundurê tabûtê de heye. [1120 kut_mehkum] Bi dû ku hinekî wisa dudilî ma, di dawiya dawîn de biryar da ku qepaxê hilde. [1121 kut_mehkum] Dest pê kir qepaxa tabûtê hêdî hêdî rakir, lê ji bo ku zû jî bigire xwe hazir kiri bû. [1122 kut_mehkum] Eger ku çavên wî li paçekî sipî, li destekî an li tiştekî din biketa, wî ê qepax di dest de bigirta. [1123 kut_mehkum] Lê wexta ku qepax baş bilind kir û çavê wî li tiştekî ne ket, bêhna wî ve­bû, kêfa wî hat. [1124 kut_mehkum] Serê xwe xiste hundurê tabûtê û li aliyê lingan jî baş nerî, gava qenc fam kir ku vala ye hêdîka çîpeke xwe tê de dirêj kir û wisa yê din jî. [1125 kut_mehkum] Tabût mezin bû, bi rehetî xwe tê de dirêj kir û fikirî ku ew ê yekî din jî bi rehetî xwe bikari be li teniştê dirêj bike! [1126 kut_mehkum] Dema ku qepaxa wê girt hundurê tabûtê bi carekê tarî bû, lê, xem ne dikir, ji wê zemherîra der xweştir bû! [1127 kut_mehkum] Bi dû ku teqnekî bi rê ve çû bûn, rastî gundekî, otoboz li ber du rêwiyên din jî sekinî bû. [1128 kut_mehkum] Yê şofêr ew herdu jî li jor siwar kiri bûn û ji wan re goti bû; »Li jor yekî din jî heye!« [1129 kut_mehkum] Dema herdu rêwî li jor bi cî bûn û li wir ji tabûtê pê ve tiştekî din ne dîti bûn, gotina yê şofêr bi mana; »Yekî mirî li jor e!« bi mane kirin û di ruwên wan de xuya dikir ku kêfa wan ji vê heneka şofêr re ne hati bûn. [1130 kut_mehkum] Miradê ku di taya sermayê de bû, deng ji xwe dernexisti bû û tiştek li xwe çênekiri bû. [1131 kut_mehkum] Lê dema ku wisa jî mane kiri bûn, gotinên ku di camiyê de ji melê, di derheqê dunya din de bihîsti bûn, hemû bi bîr anîn! [1132 kut_mehkum] Hemû çîrok û meselên di derheqê miriyan de di hişê wan re wê gavê derbas dibûn. [1133 kut_mehkum] Hemû milayîketên ku navê wan dizanîbûn bi bîr anîn! [1134 kut_mehkum] Viya jî tirs û xofa mirinê xisti bû dilê wan! [1135 kut_mehkum] Di wê navbênê de jî rewşa Mirad pir xerab bû bû. [1136 kut_mehkum] Sermayê ew di hun­durê tabûtê de jî rehet ne hişti bû. [1137 kut_mehkum] Bayê ku di qulikên tabûtê re dikete hundur li kezeba wî kêr dikir. [1138 kut_mehkum] Dûre biryar da ku ji tabûtê derkeve. [1139 kut_mehkum] Difikirî ku otobozê rawestîne û biçe ji wan tike bike bê çihekî jê re di hundur de çênakin. [1140 kut_mehkum] Dema ku ji nişka ve qepaxa tabûtê lebitî, gwîn li herdu rêwiyan vemirî! [1141 kut_mehkum] Ziq li hev nerîn û li tabûtê nerîn! [1142 kut_mehkum] Şik jê re tune bû, mirî bi ruh dibû! [1143 kut_mehkum] Qapûtê Mirêd jî di kelemekî de awiqî bû û nikanî bû jê xelas bike. [1144 kut_mehkum] Heta ku di hundurê tabûtê de milên xwe ji qapût kiri bû, şewqe û destmala wî jî ji serî keti bûn. [1145 kut_mehkum] Dema ku heta newqê xwe ji tabûtê derxist, destên xwe dirêjî herdu rêwiyan kir da alîkariya wî bikin... [1146 kut_mehkum] Miradê bi ruwê xwe yê ku ji sermayê reşûşîn bû bû û bi îşlegê xwe yê mîna kefenekî, ji saxan zêdetir mirîyek dihanî bîra meriv! [1147 kut_mehkum] Dema destê xwe jî ber bi wan kir, rêwiyekî xwe ne girt û xwe ji otobozê werkiri bû! [1148 kut_mehkum] Ew ê rêwiyên di hundur de diti bin loma jî li şofêr qêriyabûn û otoboz zû rawestandi bûn. [1149 kut_mehkum] Hemî rêwî ji otobozê peya bû bûn ku binêrin bê çi qewumîye! [1150 kut_mehkum] Dîmena li ber çavên wan hemû di cî de matmayî hişti bûn! [1151 kut_mehkum] Mirad bi zor xwe ji tabûtê xelas kiri bû, lê lingên wî hêj di tabûtê de bûn û şipya bû. [1152 kut_mehkum] Wexta dît ku rêwî tev lê ecêbmayî dinerin û rêwiyên pîrek; »Pepûk! [1153 kut_mehkum] Pepûk!« dibên, destê xwe bilind kir û got; »Ez!...« Xwesti bû ku bibê;»Ez ji saxa me, ne mirî me!« Lê zimanê wî negeriya û ji ser otobozê kete xwarê. [1154 kut_mehkum] Ji sermayê qefilî bû. [1155 kut_mehkum] Sal, hezar û nehsed û heftê û yek e; bûyerek ku li gundekî Mêrdînê diqewume rojeva Turkîyê dagir dike û ji hêla raya giştî ve bi baldarî tê taqîpkirin. [1156 kut_mehkum] Li gor agahdariyên rojnameyan li vî navçeyî terorîstek peyda bû bû. [1157 kut_mehkum] Lê, dîsan li gor şiroveyên wan ev terorîstekî gelkî xweser bû û bi tu diruvê teroristekî din ve ne diçû: di dîroka Turkîyê de ku ji vê hêlê de zengîn bû, heta nuha mînakên wusan ne hati bûn dîtin. [1158 kut_mehkum] Rojname zêdetir li ser metodên wî disekinîn û digotin; »Ew metodên ku terorîst bikar tîne tay­betî ne! [1159 kut_mehkum] Ew êrîşên xwe bi şevê, dema hîvtarî ye dike. [1160 kut_mehkum] Û heta nuha jî ew êrîşên xwe li ser leşkerên ku harisê tixûbê Sûrîyê ne dike. [1161 kut_mehkum] Gelekî balkêş e ku heta nuha vî terorîstî hêj fîşek ne teqandiye. [1162 kut_mehkum] Tenê di tarîtiya şevê de ew digire ser kozikên leşkeran û ji nişka ve wan diqutifîne. [1163 kut_mehkum] Bi vî babeti heta nuha sê leşker şehît xistine!« [1164 kut_mehkum] Lewra rojnamevanê ku ev nivis nivîsî bû, hezar caran poşman bû ku çavên xwe li vê dunyaya fanî vekirîye û şîrê diya xwe mêtiye! [1165 kut_mehkum] Ji ber ku or­diya tirk eva li xwe weke heqareteke mezin qebûl kir û bi çeplê roj­namevan girtin, ew avêtin zindanê û ji wê rojê û vir de ji vî rojnamevanî kesekî tu salox nema hilanî! [1166 kut_mehkum] Paşê jî serokgeneralê ordiyê xwe mecbûr dît û di radyo û televizyonê de gotarek da; di gotara xwe de got ko: »Mehmetçîk ji tu tiştî û tu kesî natirse! [1167 kut_mehkum] Yên ku terzî vê dibên xayînên milet û dewleta me ne!« Bi dû de jî ferman da ordiyê ku çi pêwist be bikin, ji bo ku vî terorîstî sax an mirî bi dest bixin. [1168 kut_mehkum] Ji bo vê vatiniyê jî tabûrek qumando rêkirin navçe. [1169 kut_mehkum] Tabûra qumando di navçeyê de dest bi operasyonan kir û piştî çend ro­jan jî netîce girt: sitatîstîka operasyonan, çar gundên şewutî, panzdeh zil­amên ku bi işkencê seqet ma bûn û sê sed gundiyên girtî bûn. [1170 kut_mehkum] Gundiyan hewar û gaziya xwe gihandin nûnerên xwe ku di parlamen­toyê de bûn. [1171 kut_mehkum] Nûneran ji gundiyan re gotin ku ew ê nikari bin tu sozê bidine wan, ji ber ku eva meseleke leşkerî bû. [1172 kut_mehkum] Lê dîsan jî tiştê ku ji destê wan bihata ê bikirana, diva bû şika gundiyan ji vê yekê tune ba, ji ber ku aha dîsan wexta hilbijartinê bû û pêwistiya wan gelekî ji dengên gundiyan hebû. [1173 kut_mehkum] Rîsipiyên gundiyan hêj li Ankarê, li hêviya bersiva parlamenterên xwe bûn, dema ku ji navçe saloxên xêrê bihîstin. [1174 kut_mehkum] Parlamenterên ku ne dixwestin xwe bi carî gundiyan bixin, bi dû van saloxên xêrê re, hatin xwe zûzûka gihandin gundiyan û gotin ku hukûmetê bi ya wan kiriye û loma ev operasyonana hatine rawestandin. [1175 kut_mehkum] Lê heqîqet helbet bi babetekî din bû, ji ber ku hemû gundên navçe para xwe ji van operasyonên tabûra qumando girti bûn. [1176 kut_mehkum] Di wê navbênê de êrîşên “terorist” jî rawestiya bûn. [1177 kut_mehkum] Lê herkesî eva bi hilatina hîvê ve girê dida û digotin: »Dema ku dîsan hîvtarî bibe ewê terorîst dest bi êrîşên xwe bike!« [1178 kut_mehkum] Bi rastî jî ew her her panzdeh şevên ku tava hîvê bû, tu deng û salox ji terorîst derneketin. [1179 kut_mehkum] Û heta bi dû hersê şevên ku hîvtarî bû jî tiştek ne qewumî. [1180 kut_mehkum] Lê şeva çaran terorîst dîsan êrîşek biri bû ser wan û di vê êrîşê de leşkerekî din kuşti bû. [1181 kut_mehkum] Sibehî dema ku kontrol çûbû ser kozikan, ji bo ku harisan biguhere, leşkerek di kozika wî de mirî dîti bûn. [1182 kut_mehkum] Karbidestên leşkerî zû dest danîn ser vê meselê û ne hiştin ku di vê derbarê de tu în­formasyon belav bibe. [1183 kut_mehkum] Lê eger ne bi tevayî bûya jî dîsan di rojnameyan de hin salox belav bû bûn. [1184 kut_mehkum] Li gor van saloxan MÎT’ê di derheqê vî terorîstî de hin agahdarî bi dest xisti bûn û hêvî dikirin ku di wexteke kin de ew ê wî bigirin. [1185 kut_mehkum] Piştî çend rojan di hemû rojnameyên Turkîyê, di bergê pêşin de, xe­berek hebû; »Terorîst girtin!« Û li bin vê xeberê jî wêneyek hebû. [1186 kut_mehkum] Di wêne de, zilamekî navsere bi rî û şaşik li ber kerekî rawestiya bû. [1187 kut_mehkum] Li gor sa­loxên rojnameyan, terorîst heta nuha êrîşên xwe li ser vî kerî dikirin. [1188 kut_mehkum] Di êrîşa dawîn de, şopa ker hati bû derxistin û çend şopgerên jêhatî şop gerandi bûn û terorîst li mal, li gel kerê wî zeft kiri bûn. [1189 kut_mehkum] Heta digotin ku ew di amadekirina êrîşin nû jî de bû. [1190 kut_mehkum] Wê rojê li Turkîyê, êdî li sûka reş jî rojname peyda ne dibûn. [1191 kut_mehkum] Ew kesên ku di jiyana xwe de qet rojname ne kirî bûn û nexwendi bûn jî çû bûn ro­jnameyek sitandi bûn. [1192 kut_mehkum] Rojtira din gelek rojnameyan çapa xwe ducar kiri bûn. [1193 kut_mehkum] Bi dû çend rojan de hate famkirin ku yê wekî terorîst hatiye girtin melayê gundê P’yê ye. [1194 kut_mehkum] Mela herçendî goti bû ku bêguneh e, dîsan jî ke­sekî jê bawer ne kiri bû. [1195 kut_mehkum] Dadistên di derheqê mela û kirinên wî de dosyek ji du sed rûpelî amade kiri bû û ji bo mela tawanê herî giran, dardekirin xwesti bû. [1196 kut_mehkum] Rojnamekê jî di derheqê mele û jiyana wî ya terorîstî de lêkolînek çêkiri bû û eva perçe bi perçe heroj çap dikir. [1197 kut_mehkum] Li gor saloxên rojnamê têkiliyên mela bi Ermenîstan û Yewnan re jî çêbû bûn û ji van dewleta pere dis­tandin, ji bo ku li Kurdistanê serhildanekê li darxe û Turkîyê perçe bike. [1198 kut_mehkum] Rojekê jî rojnamê secereya bav û ejdadên melê weşand û bi vê riyê mele hate agahdarkirin ku di eslê xwe de ew ne ji Neqşebendiyan, lê ji Bedirxaniyan e; bavê wî û Emîn Bedirxanê ku mîrê kurd yê dawîn bû pis­mamên hev bûn. [1199 kut_mehkum] Wekî din jî xezûrê bavê melê di serhildana Şêx Saîd de beşdar bû bû. [1200 kut_mehkum] Rojnamê lê zêde dikir û digot ko; »Mele li pey heyfa bav û kalê xwe ye!« [1201 kut_mehkum] Mele di rewşeke xirab de bû û dizanî bû ku şensê wî tuneye, ji bo ku bikari be bêgunehiya xwe îspat bike. [1202 kut_mehkum] Hemû kesî û hemû tiştî li dij wî dig­ot! [1203 kut_mehkum] Di rewşeke wusan neçar de, mîna hemû mirovên dîndar melê jî li ocaxên xwe, yên mîna Şêx Evdilqadirê Geylanî, kire hewar û gazî û li hêviya deriyekî xêrê ma. [1204 kut_mehkum] Piştî demekê, di wexteke ku mehkemeya melê nêzîk dibû û hêviya wî kêm bû bû, te digo qey ocaxên melê dengê wî bihîsti bûn û di hewara wî de hati bûn. [1205 kut_mehkum] Ji ber ku dîsan leşkerek li ber tixûb di kozika xwe de mirî hati bû dîtin. [1206 kut_mehkum] Ew jî mîna yên din navqetî bû bû, lê bi şêwê fermî digotin ku “hatiye fetisandin”. [1207 kut_mehkum] Lê ya baş ji bo melê ew bû ko, li ser kozika yê leşker şopa pîkola kerekî hati bû dîtin. [1208 kut_mehkum] Eva delîleke xurt bû ku terorîst hêj ne hatiye girtin. [1209 kut_mehkum] Ji ber ku kerê melê weke unsûrekî tawanê melê li hêviya mehkemeyê, li axurê belediyê girêdayî bû. [1210 kut_mehkum] Piştî vê bûyerê karbidestên leşkerî yên heremê biryar dan ku wan kesên xwedî ker in teva bigrin bin çavan. [1211 kut_mehkum] Bi dû vê fermanê de li heremê bi hezaran kerên bêxwedî û beradayî bi çolê de terqiya bûn! [1212 kut_mehkum] Lê di vê navbênê de tabûra qumando jî dest bi operasyonên xwe kiri bû. [1213 kut_mehkum] Di op­erasyonan de kerek li kuderê didîtin ew gulebaran dikirin û dikuştin. [1214 kut_mehkum] Bi vî babetî wan dixwest rê li “terorîst” teng bikin. [1215 kut_mehkum] Wusan hêj qumandoyan kuştina keran didomand û ji nişka ve vê bûy­erê rengekî navnetewî girt. [1216 kut_mehkum] Ji ber ku çend wêneyên kerên gulebarankirî di rojnameyên Ewropî de jî çap bû bûn. [1217 kut_mehkum] Van wêneyan tesîra xwe li hîsên Awropîyan yên ji vî alî de nazik, kiri bûn û dilê teva şewutandi bû. [1218 kut_mehkum] Loma jî hemû komikên heywanparêz seferber bû bûn û bi riya Konseya Awropî dewleta Turkîyê protesto kiri bûn. [1219 kut_mehkum] Di protestoyê de xwestinek jî hebû ku Turkîyê divê problemên xwe yên etnîk bi riyên demokrasiyê hal bike. [1220 kut_mehkum] Serokwezîrê Turkîyê, Cengîzxan Selçûkê ku heta nuha xwe di qultixê xwe de giran kiri bû û ne xwesti bû van bûyeran şirove bike, rabû di tele­vizyonê de axaftinek kir. [1221 kut_mehkum] Di axaftina xwe de, serokwezîr, weke welat serxwebûna Turkîyê parazti bû û goti bû ko; »Mafê welatên din tuneye ku têkilî karên Turkîyê yên hundurîn bibin. [1222 kut_mehkum] Dewlet him li mirovê xwe dixe û him jî ji wan hez dike, eva kesekî din eleqedar nake! [1223 kut_mehkum] Ya din jî li Turkîyê tu meseleke etnîkî tuneye. [1224 kut_mehkum] Ew tirkên ku weke kurd tên nasîn li Turkîyê hemwelatiyên di dereca yekemîn de ne! [1225 kut_mehkum] Lê li welatê me li vê herema paşmayî, meseleke terorê heye. [1226 kut_mehkum] Di eslê xwe de evana Ermenî ne û ji Yewnan jî alîkariyê werdigrin ji bo ku welatê me perçe bikin. [1227 kut_mehkum] Lê dewleta me bi hêz e û ew ê vê meselê çareser bike. [1228 kut_mehkum] Û di vê çareserkirinê de jî dewlet û qewetên leşkerî tu carî jî ji prensîbên demokrasîyê dûr nekevin, bila şika tukesî ji vê çênebe! [1229 kut_mehkum] Awropî dibên hêzên leşkerî ker gule­baran kirine, eva jî ne rast e û propaganda terorîstan e; tenê li cihekî ere­beyek leşkerî li binguhê kerekê ketiye û ev kera mirîye, lê eva tenê qezeyek e û qezên wusan li Ewropa jî çêdibin!« Bi dû axaftina serokwezîr re, li Turkîyê minaqeşa li ser terorê û talûka perçekirina welêt gur bû bû. [1230 kut_mehkum] Rojnameyan heroj li ser têkiliyên terorîstan ku bi Ermenî û Yewnan re hebûn, dinivisîn. [1231 kut_mehkum] Li gor saloxên rojnameyan; heremên rojhilat tijî çek û cepxane bû bûn, bi gotineke din digotin; »Bûye kodika barûdê! [1232 kut_mehkum] ha dite­qiya, ha diteqiya!...« Heta rojnameyekê nivisî bû ku »Dehlîzek binerdê di navbêna Agirî û Êrîvanê de hatiye tespîtkirin û çekên ku hatine welêt hemû di vê dehlîzê re derbas bûne.« Lê çend roj şûnde hate famkirin ku eva ne tu dehlîz, tenê şikeftek bû! [1233 kut_mehkum] Di hengameyeke wusan de rojekê serokgeneral derket di radyo û tele­vizyonê de gotarek da. [1234 kut_mehkum] Got ko: »Terorist ê pêşin di ser cenazê min re der­bas bin û paşê vî welatî ê perçe bikin!« Bi dû vê gotarê re hêj çend roj ne buhurî bûn û generalan hemû hikum kirin destê xwe. [1235 kut_mehkum] Rojekê di televizyonê de xeyala zatê serokgeneral û çend qumandanên wî xuya bûn. [1236 kut_mehkum] Bi dû bêhnikeke bêdeng re serokgeneral şekirek şikenand û dest bi axaftinê kir: Di axaftina xwe de da famkirin ku parlamento fesex kiriye û serokwezîr jî avêtiye zindanê. [1237 kut_mehkum] Paşê jî da famkirin ku ew ê ji bo de­mekê him serokwezîr û him jî serokkomar be. [1238 kut_mehkum] Lê dîsan jî ji bo ku şaş neyê famkirin ê kincên leşkerî ji xwe nekirana! [1239 kut_mehkum] Eva dihate wê manê ku hemû tiştên çapemenî û weşanî dikete bin kon­trola hêzên leşkerî. [1240 kut_mehkum] Ji ber vê yekê jî tu salox û agahdarî di derheqê bûyerên ku li vî navçeyê Mêrdînê dibûn, nema gihişt raya giştî û heqîqeta vê meselê ji xelkê veşartî ma. [1241 kut_mehkum] Hêzên leşkerî bi carekê perdeyek kişandin ser vê meselê û bi vî babetî mesele tefandin. [1242 kut_mehkum] Lê dibên, zeman hakimê adil e û eva gelekî jî rast e. [1243 kut_mehkum] Ji ber ku beriya de­mekê pirtûkek lêkolîner û kurdnasê Rûsî Îskenderovê Baba çap bû bû. [1244 kut_mehkum] Di vê pirtûkê de Î. [1245 kut_mehkum] Baba, çend nivîskar û şaîrên kurd yên vê demê jî, li gel berhemên wan dide nasîn. [1246 kut_mehkum] Ji herema Mêrdînê jî behsa nivîskarekî bi navê “Xwînherê Kurdî” dike. [1247 kut_mehkum] Î. [1248 kut_mehkum] Baba heyfa xwe lê tîne ku di derheqê jiyan û navê vî nivîskarî yê rastîn de, tu agahdarî bi dest ne xistiye. [1249 kut_mehkum] Tenê çend nivîs û şiirên vî nivîskarî ku bi dest xistiye, di pirtûka xwe de weşandiye. [1250 kut_mehkum] Xwînherê Kurdî, di bin serniviseke; »Ji nifşê ku bê re!« bûyerên wê demê jî kat dike û rastiya li paş van bûyeran bi vî babetê jêrîn şirove dike: [1251 kut_mehkum] »Eva serê demekê ye ku zilm û zordariya dewleta tirk û hêzên wê yên leşkerî, li vê navçeya me bêhawe zêde bûye. [1252 kut_mehkum] Heta nuha pênc gundên nêzî xeta tixûbê Sûrîyê bi carekê ve şewutandine; bi sedan gundî bê sedem ha­tine girtin û işkencekirin. [1253 kut_mehkum] Dewlet ji gundiyan re dibê “hûn terorîstan vedişêrin û ev terorîst bi şevê digrin ser kozikên leşkeran û wan difetisînin!” lê heqîqeta meselê ne wusa ye. [1254 kut_mehkum] Li gundekî navçe kerekî bêxwedî hebû û eva hertim nêzî xeta tixûb ji xwe re diçêriya. [1255 kut_mehkum] Ez nizanim bê ji ber çi sedemê bû, lê vî kerî qet ji leşkerên tirk hez ne dikir û li kû didîtin êrîş dibire ser wan. [1256 kut_mehkum] Eva carekê min bi çavên xwe ditin. [1257 kut_mehkum] Rojekê leşkeran bi tirumpêlekê girtin ser gund ku saxtî bikin. [1258 kut_mehkum] Dema ku leşker li nav gund belav bûn, min dît ku ev ker nêzî tirumpêla wan bû û bi zîtirkan herdu lempeyên wê yên pêşin şikenandin. [1259 kut_mehkum] Bêşik yê ku bi şevê jî êrîş dibire ser wan ev kera bû û di êrîşa dawîn de jî şehît ket! [1260 kut_mehkum] Di wexteke ku mêrê kurd bi xwe li doza xwe xwedî dernediket, kirinên vî kerî ji bo min serefrazîyek bûn û ez bi kirinên wî dilşa dibûm û bi mi­rina wî jî gelek êşiyam. [1261 kut_mehkum] Ez ji nifşê ku bê, hêvî dikim ku kirinên vî kerî ji bîr nekin.« [1262 kut_mehkum] Eger ne ji Xwînherê Kurdî ba, ê rastiya vê bûyerê jî mîna gelek bûyerên din, di taritiya dîroka me de winda bibaya. [1263 kut_mehkum] Herweha ji xeyn vê nivisê Xwînherê Kurdî bîrewerîya vî kerî bi şiireke xwe jî aniye zimên, berî ku ez li vir niqteyekê deynim ez ew şiira Xwînherê Kurdî jî pêşkêşî we dikim: [1264 kut_mehkum] Bi tarîxa heftê û yekê hîva dehan bîst û yekê [1265 kut_mehkum] Li serxetê li ber qelêç leşker girt dora gundekî [1266 kut_mehkum] Wisa neyar wisa dijmin tifing dagirt ji fîşekê Şevek reş î pir tarî bû saet li duwnzdeh û yekê Kerek hebû qut î kem bû him jî kor bû bi çavekî Rengê wî reş qama wî kin umrê wî li dor çar û yekê Beradayî bêxwedî bû kesî ne dihewand malekê Bi namûs û pir zana bû û zû neyaran nas dikî Him fêris û qehreman bû çêtir ji şêr û fîlekî Wî leşker dît li ber benê hema bi lez hicûm dikî Bi zirzirê û qorqorê leşker li erdê dirêj dikî Paşê li ser pîkolê dikî Qudûm şikest nav qetiha bi ser de mîza zer dikî Navê wîya Dûrmîş bû û navê bajarê wî Hendekê Qumandan hat ser lê nerî dît ew çawan sikratê dikî “Eywah oglum şehit duştun” ker jî zir zira xwe dikî Gundî civand zirta dikî wana davêje feleqê Temo weke mêran qîrek dayê tu çi dawê li me dikî Qutifîye leşkerê te ji kerê qut î kem bi çavekî Rabûn bi lez leşker civand wîna davêjin cemsekê Berî bighin nexweşxanê can da nema çav bel dikî! [1267 kut_mehkum] Rojeke havînê î germ bû. [1268 kut_mehkum] Wê rojê O. [1269 kut_mehkum] piştî nîvro hinekî zû karê xwe qedandi bû û rast riya malê girti bû. [1270 kut_mehkum] Roya ku ezmanê bê ewr î hêşîn ronahî dikir, bi tîrêjên xwe yên germ ve pîr û kal, keç û law ji hunduran dikişand derve û berên wan dida nav park, bexçe û peravan. [1271 kut_mehkum] Li vî welatê wisa sar, rojên wisa germ bi rastî jî ne erzan bûn. [1272 kut_mehkum] Dema ku bi dest jî diketin, xelkê welêt dizanî bûn ê çawan bi kar bînin. [1273 kut_mehkum] Hemû derdiketin seyrangehan, şahî dikirin û li peravan laşên xwe yên sipî li ber tîrêjên royê diqemirandin. [1274 kut_mehkum] Lê O. [1275 kut_mehkum] yê ku bi eslê xwe ne rûniştevanê vî welatî bû, xwe biyanî hîs dikir û zêde beşdarî seyran û şahiyên xelkê welêt ne dibû. [1276 kut_mehkum] Digel ku çend caran hevalên wî yên kar, ew wexwandibûn hin şahiyan jî, O. [1277 kut_mehkum] fam kiri bû ku ne li gor wî ne. [1278 kut_mehkum] Ji ber ku musilmaniya wî destûr ne dida ku ji goştê berêz bita­mîne û tîna xwe jî bi şeraba sor bişkîne! [1279 kut_mehkum] Ger ku xwesti bû di van şahiyan de hinekî bireqise jî lê, li ber musîqa ku guhên wî cara pêşin dibihîst, lingên wî bi ya wî ne kiri bûn! [1280 kut_mehkum] Loma jî beşdarbûyîna şahiyan betal kiri bû. [1281 kut_mehkum] Carekê jî dema ku çû bû peravê, kincên xwe ji xwe kiri bûn, xwe li ser destmala xwe dirêj kiri bû û xwesti bû mîna hemû kesan ew jî laşê xwe di bin tîrêjên royê de biqemirîne. [1282 kut_mehkum] Lê piştî demekê, komek zarokên meraq­dar hati bûn li dorê kom bû bûn û xwesti bûn vî mehlûqatê bi laşê reş û pirça gelek, analîz bikin. [1283 kut_mehkum] Wê gavê wî, xwe mîna meymûnekî ku ji bexçeyekî heywanan reviyaye hîs kiri bû û loma jî kincên xwe li xwe kiri bûn û ji wir bi dûr keti bû. [1284 kut_mehkum] Ji wê rojê û vir de jî nema diçû ber peravan! [1285 kut_mehkum] Îro jî mîna hercar riya malê girti bû. [1286 kut_mehkum] Lê dîsa wî dil hebû ku laşê xwe li ber rojê bigermîne. [1287 kut_mehkum] Ji ber ku balkona wî li alîyê roya piştnîvroyê diket û li wir bi rehetî dikanî bû evaya bikira. [1288 kut_mehkum] Dema ku gihişti bû malê jî, wê gavê kincên xwe danî bûn; tenê der­pîyekî sporê li xwe kiri bû, rahişti bû pirtûkekê û hewl dabû ku derbasî balkonê bibe. [1289 kut_mehkum] Lê wexta ku dikir deriyê balkonê veke, ji nişka ve rawestiya bû; tiştekî ku li ser maseya balkonê dibiriqî, bala wî kişandi bû. [1290 kut_mehkum] Pêşiyê got qey xwelîdanka tîtikî ye, lê gava ew tiştê tîtikî xwe livandi bû, ew di cihê xwe de behît ma bû û bawerî bi çavên xwe ne anî bûn. [1291 kut_mehkum] Dev ji vekirina derî berda bû û dest pê kiri bû li vî tiştî temaşe dikir. [1292 kut_mehkum] Teyrek bû, mîna kevokekê mezin bû. [1293 kut_mehkum] Lê tenê ji hêla mezinahiya xwe de li diruvê kevokê diçû... [1294 kut_mehkum] O. [1295 kut_mehkum] tu carî teyrek wisa xweşik ne dîti bû. [1296 kut_mehkum] Na! [1297 kut_mehkum] Ne di ansîklopediyan de û ne jî di muzeyên çivîk û teyrikan de rastî teyrek wisa xweşik hati bû... tenê di çîrokên perîyan de saloxên teyrikên wisa bihisti bûn. [1298 kut_mehkum] Teyrek wisa xweşik û çeleng tenê hunermendekî dikanî bû biafiranda û ew jî ne hemû hunermend, tenê yekî nola Hefaîstosê Yewnanî ku Xudayê huner­mendiyê bû, dikanî bû heq ji tiştekî wisa derketa! [1299 kut_mehkum] Perîyên teyr mîna ku di ava zêr de bûbin dibiriqîn û li dorê şewqa taceke zêrîn çêdikirin. [1300 kut_mehkum] Nikilê teyr mîna yên kewan sor bû, lê sorekî tarîtir bû û lingên teyr jî mîna ku zivîn bûn diçirûsîn. [1301 kut_mehkum] Lê ji hemû tiştî zêdetir çavên teyr yên ku weke du stêrkan di ezmanekî tarî de diçurisîn bala wî kişandi bû û meraqa wî zêde kiri bû. [1302 kut_mehkum] Bêdeng û his, bi heyranî li sipehitiya teyr temaşe dikir û jê têr ne dibû. [1303 kut_mehkum] Çendî ku lê dinerî, teyr li ber çavên wî sipehîtir û heyraniya wî ya jê re jî zêdetir dibû. [1304 kut_mehkum] Awirên wî li ser teyr asê bû bûn. [1305 kut_mehkum] Hinekî şûnde jî xebxeba teyr mîna dilekî piçûk lêdixist, teyr dest pê kiri bû dixwend. [1306 kut_mehkum] Lerzekê bi laşê O. [1307 kut_mehkum] girti bû, di cihê xwe de dicirifî. [1308 kut_mehkum] O. [1309 kut_mehkum] bi heyranî û evînî li vî dengê hindik ku ji paş deriyê girtî dibihîst, guhdarî dikir. [1310 kut_mehkum] Ev denga pê xerîb ne hati bû, mîna ku di dilê xwe de gelek caran bi­hîsti bû hîs dikir. [1311 kut_mehkum] Weke dengê sitraneke bêrîkirin û evînê dilşewat bû. [1312 kut_mehkum] Dengekî zirav, te digot qey ji viyolîneke perçeyekî musîqa Mozart der tê. [1313 kut_mehkum] Paşê teyr dev ji xwendinê berda bû û li ser maseya balkonê doş dibû. [1314 kut_mehkum] Di wê nawbênê de jî O. [1315 kut_mehkum] difikirî, xwe bi xwe; »Nebe ku ev teyra birçî be û hinek zad dixwaze? [1316 kut_mehkum] got. [1317 kut_mehkum] An, dibe ku sitiriyek keti be lingan û dixwaze ku ez wî sitiriyî derînim! [1318 kut_mehkum] An jî dibe ku teyrek kedî be û dixwaze bikeve paşila mirovekî!« [1319 kut_mehkum] Wexta ku wisa fikirî, biryar da ku derî veke. [1320 kut_mehkum] Lê gava dikir ku derî veke pirsên din di serê wî de vêketin. [1321 kut_mehkum] Xwe bi xwe; »Dibe ku qet jî ne birçî be û tu sitirî jî di lingan de tune bin« got. [1322 kut_mehkum] »Herweha dibe ku qet jî ne teyrek kedî ye û naxwaze bikeve paşila tu mirovan! [1323 kut_mehkum] Tenê, dibe ku refê xwe winda kiri be, westiyaye û dixwaze hinekî bîhna xwe berde, ji bo ku paşê bifire û dîsa bigihêje refê xwe«. [1324 kut_mehkum] O. [1325 kut_mehkum] ji xofa ku ew ê teyr bitirsîne û eva ê wê gavê bifire, here bi riya xwe de, derî venekiri bû. [1326 kut_mehkum] Bi hindikayî ba jî dixwest ji xwe re kêliyekê lê temaşe bikira. [1327 kut_mehkum] Hinekî şûnde teyr dest pê kiri bû, xwe ji ser maseyê çeng dikir, mîna ku dixwest derbasî hundur bibe xwe li pacê dida. [1328 kut_mehkum] Wê gavê jî O. [1329 kut_mehkum] ji bo ku keşif nebe û teyr netirsîne, daketi bû ser çogan, xwe li paş dîwêr veşarti bû. [1330 kut_mehkum] Lê piştî ku teyr xwe çend caran li pacê dabû, westiya bû û dûre rawestiya bû. [1331 kut_mehkum] Wê gavê O. [1332 kut_mehkum] dîsa rabû bû ser xwe û temaşekirina xwe ya teyr domandi bû. [1333 kut_mehkum] Piştî ku teyr hinekî din jî li ser maseyê doş bû bû, ji nişka ve baskên xwe vekiri bû û firiya bû. [1334 kut_mehkum] O. [1335 kut_mehkum] derî vekiri bû, baz dabû balkonê. [1336 kut_mehkum] Di wê bêhnkê de dixwest biba teyrek û li dû bifiriya; lê nikanî bû! [1337 kut_mehkum] Ji dêla vê ve bi dû de qêriya; »Neçe bi paş de were! [1338 kut_mehkum] Min têra xwe li te ne nerî!...« got. [1339 kut_mehkum] Lê teyr dûr keti bû, dengê wî ne dibihîst. [1340 kut_mehkum] Tenê çend ciranên wî ku li balkonên xwe rûnişti bûn qêrîna wî bihîsti bûn, ji hev re gotin; »Çi bi viya hatiye? [1341 kut_mehkum] Ev dîn bûye ku destên xwe ber bi ezmên vedike û diqîre!« [1342 kut_mehkum] Belê O. [1343 kut_mehkum] dîn bû, sermest bû, ne li ser hişê xwe bû! [1344 kut_mehkum] Teyr firiya bû lê mî­na ku tiştek ji canê wî girti be û bi xwe re biri be, wisa êşek dijwar û şînek hîs dikir. [1345 kut_mehkum] Dema ku behîtmayî li dû teyr dinerî, çavên wî ji hêsiran tijî bû bû. [1346 kut_mehkum] Teyr ber bi royê firiya bû û di çend saniyan de ji ber çavên wî winda bû bû. [1347 kut_mehkum] Lê ji hiş û fikra wî ne firiya bû! [1348 kut_mehkum] Bi şev û roj li bala wî bû. [1349 kut_mehkum] Dema ku radiket li xewna wî, dema ku hişyar bû jî li fikra wî bû. [1350 kut_mehkum] Hezkirin û bêrîkirina wî ya ji teyr her ku roj derbas dibûn, xurtir dibû. [1351 kut_mehkum] Bi çend rojan şûnde jî, çû bû qefesek kirî bû, anî bû li balkona xwe dardekiri bû. [1352 kut_mehkum] Tasek av û tebsikek zad li balkonê danî û heroj nû dikirin. [1353 kut_mehkum] Ji wê rojê û şûnde jî deriyê balkonê vekirî hişti bû. [1354 kut_mehkum] Gelek çivîk û teyr hati bûn hêlînên xwe di qefesê de çêkiri bûn, ji zad û avê xwari bûn, vexwari bûn û paşê jî bi riya xwe de firiya bûn û çû bûn. [1355 kut_mehkum] Lê teyrê zêrin ji wê rojê û şûnde qet xuyanî ne kiri bû û bi paş de ne hati bû. [1356 kut_mehkum] Ber bi êvarekê li bajarê N’ê li quncikekî kêmmirov ya kaféyekê, du camêrên ji hazira ne zêde rûnişti bûn. [1357 kut_mehkum] Him çaya li ber xwe vedixwarin û him jî daxêvîn. [1358 kut_mehkum] Ji xwe di vê wextê de, li kaféyên bajêr zêde mirov peyda ne dibûn. [1359 kut_mehkum] Eger karekî girîng î van camêran tune ba, ewan jî mîna hemû camêrên din yên xwedî familye ê serê vê êvarê li nav zarokên xwe bûna û ji şîva ku xatûnên wan çêkiriye ê tam bikirana. [1360 kut_mehkum] Ji herdu camêran, yê kin î dagirtî, rûçikqelew û çavbeloq, germa germa daxêvî. [1361 kut_mehkum] Wexta ku deng jî dikir mîna siyasetgeran hemû laşê xwe dilivand. [1362 kut_mehkum] Ji vê livandina laşê wî meriv têderdixist ku dixwaze yê hemberî xwe qanih bike. [1363 kut_mehkum] Jê re digot: [1364 kut_mehkum] Lawo Mehmûdo, min bavê te baş nas dikir, rehma Xwedê lê be; mirovekî baqil bû. [1365 kut_mehkum] Lê tu qet li diruvê wî ne çûye! [1366 kut_mehkum] Nizam tu çima wisan bêaqil î? [1367 kut_mehkum] Ma malê dewletê bi serê te ketiye! [1368 kut_mehkum] Her û wer tu harisek î! [1369 kut_mehkum] Mehmûd bi temênê xwe hinekî ji yê hemberî xwe ciwantir, zilamekî porsor, dirêj û bejinzirav bû. [1370 kut_mehkum] Lê bi awirekê meriv têderdixist ku ev be­jinziraviya wî ne xwezayî ye, herweha çavên wî yên ku di kortên xwe de dikirin winda bibin, şahidiya bêvîtamîniya di laşê wî de dikirin. [1371 kut_mehkum] Serê xwe rakir, bêyî ku tiştekî bibêje li yê hemberî xwe nerî. [1372 kut_mehkum] Lê bi tewra xwe da xuyakirin ku ev gotinana di wext û cihekî cuda de dikanî bû bibana sedemê şerekî mezin di nawbêna herduwan de. [1373 kut_mehkum] Lê nuha xem ne dikir; ev gotinana ji heqaretekê zêdetir, wekû şîretekê qebûl kirin û paşê jî gulpek ji çaya ber xwe vexwar. [1374 kut_mehkum] Mada wî ya vala, bergirtiya vê çayê kir, lê bi qurequr mîna ku bibê; »Ez ne çayê, xwarinê dixwazim!« nedilxweşiya xwe raber da. [1375 kut_mehkum] Yê din li cihê ku gotina xwe birî bû, dîsan dest bi axaftinê kir: [1376 kut_mehkum] Ca bibê! [1377 kut_mehkum] Ma ez ne rast dibêm? [1378 kut_mehkum] got. [1379 kut_mehkum] Mehmûd: [1380 kut_mehkum] Belê, lê... [1381 kut_mehkum] Yê din gotina wî birî û: [1382 kut_mehkum] Lê çi? [1383 kut_mehkum] got. [1384 kut_mehkum] Dewlet çi mehaniyê dide te, ez dizanim; sê hezar lîre! [1385 kut_mehkum] Lê, ma ev perena debara te dikin? [1386 kut_mehkum] Helbet na, wê têrî çi bikin û çi nekin?! [1387 kut_mehkum] Eva kirya xênî, mesrefa malê, ya zarokan û ya te!... [1388 kut_mehkum] Yê ku nizanî ba ew ê bigota qey bi rastî jî evî çavbeloq gelekî li ber zehmetiyên Mehmûd yên aborî dikeve û dixwaze alîkariya wî bike. [1389 kut_mehkum] Lê ne zû de bû, dema ku du sed lîre ji Mehmûd re pêwist bû bûn û çû bû cem ku jê deyn bike. [1390 kut_mehkum] Lewra wî bersiv dabû, goti bû ku nizam nuha çend hezar lîre deyn lê ne û heroj deyndaran dihatin deynê xwe dixwestin, lê çerxiyekî wî jî tune bû ku bida wan. [1391 kut_mehkum] Ji bo viya jî hemû milayîket û ewliya şahidê wî bûn ku wisa ye! [1392 kut_mehkum] Rastiya li paş vê germî û nêzîkiya ku Girzo belê, navê yê çavbeloq wisan bû ji Mehmûd re raber dida, helbet bi babetekî din bû, sedemên wê hebûn. [1393 kut_mehkum] Girzo li bajarê N. [1394 kut_mehkum] yê mitahidî dikir û di avakirina xaniyan de şîşên hesinî jê re gelekî pêwist bûn. [1395 kut_mehkum] Ne ji ber ku li bazarê şîşên hesin tune bûn û wî nikanî bû bikirîna! [1396 kut_mehkum] Lewra mîna her mitahidî kêfa wî ji mesrefên zêde re ne dihat. [1397 kut_mehkum] Ji ber vê jî di avakirina xaniyan de, ji vê hêlê de gelekî xesîsî dikir. [1398 kut_mehkum] Ewqas ku çend xaniyên paş de dabûn xwediyan bi dû demekê de tebiqî bûn û xwediyên wan li dadgehê giliyê wî kiri bûn. [1399 kut_mehkum] Vê yekê jî destûra mitahidiya wî xisti bû talûkê. [1400 kut_mehkum] Wekî din jî perên ku ji vê xesîsiya xwe fêde kiri bûn, wekû bertîl dabûn dadistên. [1401 kut_mehkum] Lê nuha Mehmûd jê re dermaleyek bi dohn bû û qet ne difikirî ku vê fersendê ji dest xwe birevîne. [1402 kut_mehkum] Eva jî ji ber wê yekê bû ku Mehmûd notir­vaniya fabrîqeyekê dikir. [1403 kut_mehkum] Li vî quncikê welêt, her ku hilbijartina ji bo par­lamentoyê nêzîk dibû, karbidestên dewletê dihatin bingehê fabrîqeyekê datanîn û soz didan xelkê ku ew ê mecalên kar û xebatê ji bo wan zêde bikin. [1404 kut_mehkum] Lê dema ku hilbijartin diqediya, kesekî nema tu salox ji wan digirt, ta hilbijartineke nû. [1405 kut_mehkum] Bi vî babetî jî bingehên fabrîqeyên ku datanîn, gelek caran tenê ji koncalek 23 (Kvadratmeter) pêk dihatin. [1406 kut_mehkum] Lê qirdê Mehmûd hebû, ji bo bingehê vê fabrîqeyê, bi qasî 40 ton şîşên hesinî jî anî bûn li wê derê danî bûn û Mehmûd jî notirvaniya vî hesinî dikir. [1407 kut_mehkum] Girzo ku çavên xwe berda bû van şîşên hesin, dixwest bi perekî hindik Mehmûd qanih bike û biçe wan bar bike... Helbet ev perên hindik jî ji bo Mehmûd zêde bûn û gelek ji wan xewn û xeyalên wî yên ji bo dewlemendiyê pêk dihanîn. [1408 kut_mehkum] Girzo di axaftina xwe de bi Mehmûd da famkirin ku Mehmûd çendî feqîr, perîşan û pêwistiya wî ji peran heye. [1409 kut_mehkum] Wekîdin jî li ser fêda peran ku li şexsê mirov dibe û çawan qîmet û giramiya şexs bilind dike, rawestiya. [1410 kut_mehkum] Girzo: [1411 kut_mehkum] Li min binêre, ma ez kî me? [1412 kut_mehkum] got. [1413 kut_mehkum] Ez jî yekî nola te lawê gundîyekî xizan bûm. [1414 kut_mehkum] Berê kesekî qîmeta min ne digirt û gotina min li nav xelkê pênc pere ne dikir. [1415 kut_mehkum] Lê nuha ji ber ku çend qirûş perên min hene, dema ku ez diçim cihekî xelk bi giramî ji ber min radibin û cihê baştirîn di civatê de didine min û dema ku ez deng jî dikim civat bêdeng dibe û li gotinên min guhdarî dikin. [1416 kut_mehkum] Eva ji bo te fersendek e! [1417 kut_mehkum] Mehmûdê ku li ber destê dê û bavekî dîndar mezin bû bû notirvanekî sondxwarî bû û ne dixwest têkilî malê heram bibe. [1418 kut_mehkum] Girzo ji vî xuyê Mehmûd jî haydar bû; ji ber vê jî rengê axaftina xwe guhert, anî ser mesela dîn û dewletê. [1419 kut_mehkum] Ji Mehmûd re şirove kir ku eva dewletek kafir e û tu têkilîya wê bi dînê îslamê ve tuneye. [1420 kut_mehkum] Ji ber ku nûnerên parlamentoyê teva ne nimêj û ne jî rojî digirtin. [1421 kut_mehkum] Wekîdin jî; [1422 kut_mehkum] Girzo: [1423 kut_mehkum] Ev ne dewleta me ye, digot. [1424 kut_mehkum] Ma tu nabînî ku xortên me li hemberî wan dest bi şer kirine; heroj polîs û ajanên wan dikujin. [1425 kut_mehkum] Heqê wan jî heye. [1426 kut_mehkum] Beriya demekê çend xort hatin cem min, yekî ji wan digot; »Apo, hayê we ji dîroka me tuneye. [1427 kut_mehkum] Vê dewletê bi sedhezaran mirovên me kuştine û ew bê cî û bê war kirine! [1428 kut_mehkum] Lawên kurd yên qehreman mîna Şêx Seîd, Seyîd Riza bi dardekirine. [1429 kut_mehkum] Malê xelkê me, petrol û komira me heroj talan dikin!« Ma tu dibê qey gotinên vî xortî ne rast in? [1430 kut_mehkum] Belê ser dînê min be ev hemû rast in! [1431 kut_mehkum] Mehmûd tenê guhdarî dikir; ji xwe wexta ku dixwest deng jî bike, Girzo rê ne didayê û gotina wî nîvçe dibirî. [1432 kut_mehkum] Êdî derengî êvarê bû, nava Mehmûd î vala jî qurequra xwe zêde kiri bû; êdî dengên mîna hewaran derdixist. [1433 kut_mehkum] Herdu camêran fam kirin ku wexta çûyîna malê ye. [1434 kut_mehkum] Lê beriya ku ji hevdu biqetin, Girzo ji Mehmûd soz girt ku ew li ser vî tiştî baş bifikire, xew bike û di wexteke nêzîk de bersivekê helbet yeke erênî bidiyê. [1435 kut_mehkum] Dema Mehmûd gihişt malê, pîreka wî, şîva wî ku ji girara rij û pîvazekê pêk dihat, danî ber. [1436 kut_mehkum] Mehmûd li girarê nerî û li pîreka xwe nerî, xwest ku tiştekî bibê lê pîreka wî rê ne dabûyê û; [1437 kut_mehkum] Ez çûm ba Salihê qesab! [1438 kut_mehkum] got. [1439 kut_mehkum] Lê ji min re got ku heta mêrê te deynê xwe nede ez giramek goşt jî, bi deyn, nema didime we! [1440 kut_mehkum] Mehmûd dengê xwe ne kir û dest bi xwarina xwe kir. [1441 kut_mehkum] Lê gotinên pîre­ka wî ne qediya bûn. [1442 kut_mehkum] Pîreka wî: [1443 kut_mehkum] Îro xwediyê xênî jî hat, deynê xwe xwest, got. [1444 kut_mehkum] Heta mehekê mihlet da me, an ew ê me ji xênî derbike. [1445 kut_mehkum] Ji bo van zarokan jî divê ez cawekî bikir­im û berdilkan ji wan re bidrûm. [1446 kut_mehkum] Îro ji bo ku bê berdilk çû bûn dibistanê, mamostê wan ew paş de şandin malê! [1447 kut_mehkum] Mehmûd dev ji xwarina xwe berda û li bêrîka xwe xebitî. [1448 kut_mehkum] Qewlikê xwe derxist, perê tê de tevî yên hesinî, hemû li ber pîreka xwe vala kirin. [1449 kut_mehkum] Aha, ji te re! [1450 kut_mehkum] Perên min ev in! [1451 kut_mehkum] got. [1452 kut_mehkum] Tu pê çi dikirî, bikere... [1453 kut_mehkum] Pîreka wî pere ji erdê berhev kirin û hejmartin. [1454 kut_mehkum] Hemû 142, lîre û 50 qirûş bûn; fikirî ku ew ê têrî cawekî erzan bikin. [1455 kut_mehkum] Bi dû van xeberên naxoş re, bija Mehmûd reviya bû, dilê wî nema diçû xwarinê, loma jî dev jê berda bû. [1456 kut_mehkum] Gotinên Girzo careke din di serê wî re derbas bû bûn. [1457 kut_mehkum] Heqîqeta li paş van gotinan beyan bû, tu delîl ji feqîrî û perîşaniya Mehmûd re ne diva bû. [1458 kut_mehkum] Digel ku pêşniyara Girzo gelekî cazib bû jî, dîsan ne dixwest têkilî malê heram bibe. [1459 kut_mehkum] Lê, mîna ku dibên çavê timayê kor e, gelek lawên bavan yên şîrhelal bi vî babetî ji rê derketine û Mehmûd ne awarte bû. [1460 kut_mehkum] Di çend rojan de baw­eriya wî ya li ser helal û heramiyê sist bû bû. [1461 kut_mehkum] Êdî ji sedî sed baweriya xwe pê tanî ku eva dewletek kafir e! [1462 kut_mehkum] Dema rojekê jî înkognîto ji melakî pirsî bû, wê gavê melê jî fitwe dabûyê û goti bû: [1463 kut_mehkum] Xwarina malê kafiran helal e! [1464 kut_mehkum] Heta xêr e jî... [1465 kut_mehkum] Wê çaxê Mehmûd biryara xwe dabû. [1466 kut_mehkum] Dema şevekê bi derengî hati bû malê, êdî ji feqîriyê xatir xwesti bû! [1467 kut_mehkum] Pîreka wî heta derengî şevê bi dilekî taswas li hêviya mêrê xwe ma bû. [1468 kut_mehkum] Mehmûd derengî şevê dema di derî re derbasî hundur bû bû, çenteyek di bin çengan de bû û devliken bû. [1469 kut_mehkum] Çente li ber pîreka xwe danî bû û jê re: [1470 kut_mehkum] Bi xatirê te, feqîrî, goti bû. [1471 kut_mehkum] Pîreka wî pêşiyê tiştek fam ne kiri bû, gava Mehmûd jê re goti bû; [1472 kut_mehkum] Çente veke! [1473 kut_mehkum] Wê jî vekir û matmayî jê pirsî; [1474 kut_mehkum] Te benqeyen şelihandine? [1475 kut_mehkum] Mehmûd: [1476 kut_mehkum] Lê nepirse, got. [1477 kut_mehkum] Dema Xwedê dide meriv napirse, tenê dixwe!... [1478 kut_mehkum] Paşê jî dema pîreka wî xwesti bû peran bijmêre, Mehmûd; [1479 kut_mehkum] Na! [1480 kut_mehkum] got. [1481 kut_mehkum] Min hejmartine, 300 hezar lîre ne! [1482 kut_mehkum] Di vî karî de helbet yê ku fêda mezin kiri bû Girzo bû, lê evan ji bo Mehmûd jî ne perekî hindik bûn. [1483 kut_mehkum] Di jiyana xwe de, Mehmûd tu carî ne bû bû xwediyê xwe û ewqas pere û eger ne bi riyeke wisan ba jî ê nebû ba... Xwediyê ewqas pere, li vî bajarî eger ne mirovekî zengîn ba, feqîr jî ne dihat hesibandin. [1484 kut_mehkum] Lê Mehmûd ji wê şevê û vir de xwe nola zengînekî bajêr dihesiband. [1485 kut_mehkum] Zengînekî bajêr jî diva bû mîna zengînekî bijiya û wisan jî kir. [1486 kut_mehkum] Xaniyê xwe ne guhert lê ji nû ve raxist. [1487 kut_mehkum] Digel ku ne pêwist bûn jî gelek tişt kirî bûn, evana zêdetir ji bo xemilandina malê bûn. [1488 kut_mehkum] Li gel van tele­vizyoneke rengîn tiştekî ku li malên zengînan jî kêm peyda dibû kirî bû. [1489 kut_mehkum] Ji xwe famîlyê, kevnikên kincê xwe bi carekê avêti bû û teva kincên nû ji xwe re kirî bûn. [1490 kut_mehkum] Êdî ji wê rojê û vir de Mehmûd zilamekî meşgûl bû û di bazarên mezin de bû. [1491 kut_mehkum] Di demeke kurt de jî navê tucarekî mezin bi dû xwe xisti bû! [1492 kut_mehkum] Êdî li bajarê N. [1493 kut_mehkum] yên ku dixwestin xaniyên xwe, otomobîlên xwe, an jî dikanên xwe bifroşin, berê li Mehmûdê tucar digeriyan! [1494 kut_mehkum] Mehmûdê ku pirî caran nizanî bû ê wexta xwe çawan biborîne, nuha mecbûr dibû ku ji zemanê xwe yê kin re programekê çê bike! [1495 kut_mehkum] Wextê wî ewçend kin bû bû ku êdî hergav pê re ne digiha ku ji bajêr vegere malê, firavîn an şîva xwe li gel zarokên xwe bixwe û dîsan paş de vegere ser karê ticarîyê û bazarên xwe! [1496 kut_mehkum] Lê xem ne dikir, perên Mehmûd hebûn û dikarî bû li bajêr, li aşxaneyekê jî xwarin bixwara. [1497 kut_mehkum] Merivekî nola wî, êdî ji vê saetê şûnde ê neçuwa aşxaneyeke ji berê de, helbet! [1498 kut_mehkum] Çend roj şûnde Mehmûd li aşxaneya »Palaza Zêrîn« mêvanekî herwext bû. [1499 kut_mehkum] Ji xwarina wir zêdetir kêfa Mehmûd jê re dihat ko, dema şagirtan ew wekû; »Mehmûd Beg!« bi nav dikirin û xizmeta wî dikirin. [1500 kut_mehkum] Di wexteke kin de, tucarî û ziyaretkirina cihên mîna »Palaza Zêrîn« gelek dostên nû jî ji Mehmûd re çê kiri bûn. [1501 kut_mehkum] Gelek ji karmend û kar­bidestên bajêr nasîna xwe dabûn Mehmûd. [1502 kut_mehkum] Di nav van dostên nû de, yên berbiçav, dadistên û komserê polîsan bû! [1503 kut_mehkum] Di vir de divê were gotin ku evana ji wî zêdetir, dostên perên wî bûn! [1504 kut_mehkum] Mehmûd jî qet xesîsî ne dikir, hergav ku li cihekî rûdiniştin ê wî beriya teva qewlikê xwe derxista û hesab bida. [1505 kut_mehkum] Lê dostaniyên wisa, li gel îmkanên nû, problemên nû jî bi xwe re dihanîn. [1506 kut_mehkum] Dîwar bi guh bûn û gotin digeriya! [1507 kut_mehkum] Demeke tevlihev bû; guherînên sîyasî û civakî heroj li binguhê hevedin diketin û di van qezeyan de hercar bi dehan mirov dimirin, bi gotineke din dihatin kuştin! [1508 kut_mehkum] Partîya Gel dest bi şerê çekdarî kiri bû û hercar di belavokên xwe de li dijminê xelkê, xayînên welêt geft dikirin. [1509 kut_mehkum] Lê hayê Mehmûd ji van guherînan tune bû û zêde bala wî jî ne dikişand. [1510 kut_mehkum] Ta ku rojekê dema herdu zarokên wan, serşikestî, bi girîn ji dibistanê vegeriya bûn malê! [1511 kut_mehkum] Bi rê de çend zarokên din keti bûn pêşiya wan, li wan xisti bûn û gotibûn ko; »Bavê we Tirşikçî ye!« Wê çaxê Mehmûd fam kir ku ev dostanîyên nû ê belena bînin serê wî! [1512 kut_mehkum] Mehmûd biryar girt ku ji van têkilîyên nû xwe hinekî dûr bixe. [1513 kut_mehkum] Ji ber ku êdî perên wî jî kêm bû bûn. [1514 kut_mehkum] Lê çendî xwe li malê giran kir, riya xwe bi tu aşxaneyên mîna »Palaza Zêrîn« nema xist jî, dîsan gotinên li ser têk­ilîyên wî yên bi komsêr û dadistên re zêde dibûn û kêm ne dibûn! [1515 kut_mehkum] Heta carnan dema ku di kolanê re derbas dibû gotinên naxoş mîna; »Tirşikçî!« û »Caş!« dibihîstin. [1516 kut_mehkum] Ger ku li çend cihan Mehmûd xwesti bû xwe bi­parêze û ji xelkê re şirove bike ku şaş têgihiştine, rewşa wî ne wisa ye, lê kesekî baweriya xwe pê ne anîbû. [1517 kut_mehkum] Ji ber ku maldariya xwe ya ji nişka ve nikanî bû ji xelkê re eşkere bikira. [1518 kut_mehkum] Lê paşê Mehmûd fikirî ku divê çareyekê bibîne da navê xwe paqij bike. [1519 kut_mehkum] Ger ku ji xelkê re rewşa xwe nikanî ba şirove bikira, bi kêmanî dikanî bû eva ji Partiya Gel re eşkere bikira. [1520 kut_mehkum] Bi baweriya ku ê ewana wiya fam bikin xwest ku li gel Partiyê têk­ilî deyne. [1521 kut_mehkum] Di vê nawbêne de Partiya Gel jî ranewesti bû; Mehmûd jî kiri bûn lîsteya xayînan û di derheqê wî de lêkolînên xwe kwîr kiri bûn! [1522 kut_mehkum] Ji xwe ev hewldanên wî yên dawîn ku dixwest li gel Partiyê têkilî deyne, weke xetereke mezin didîtin! [1523 kut_mehkum] Şeveke xortekî nenas li derîyê malê xisti bû û xwesti bû ku Mehmûd li gel wî were. [1524 kut_mehkum] Digel ku Mehmûd ew wexwandi bû hundur jî yê xort li ber derîyê hewşê, li reşayê li hêviya wî mabû. [1525 kut_mehkum] Mehmûd zûzûka kincên xwe li xwe kiri bûn û dabû pey yê xort, ji malê derketi bû. [1526 kut_mehkum] Sê roj şûnde, li bajarê N’ê li bin pirekê, laşê zilamekî hati bû dîtin; bi derbekê, ji paş serê xwe hati bû kuştin. [1527 kut_mehkum] Li ser jî belavokek hebû: »Xayinê xelkê ji alî dadgeha xelkê ve hatiye cezakirin, bila eva ji bo xayînan mî­nakek be!« nivisî bû. [1528 kut_mehkum] Dipa! [1529 kut_mehkum] Tarîtî, şev dipa! [1530 kut_mehkum] Li benda avaçûna royê û tarîtiya şevê bû. [1531 kut_mehkum] Ji bo ku bikari be derkeve der doş bibe, hinek hewa paqij bikişîne cîgerê xwe ev pêwist bû, ango avaçûna royê û tarîtiya şevê... [1532 kut_mehkum] Tenê tarîtiyê dikarî bû ew veşarta, ew ji ber çavan winda bikira da tu kesî ew nedîta... [1533 kut_mehkum] Gelek caran li reşikê şevê dikir hawar da hinekî din şevê dirêj bike, ji bo ku bikanî ba xwe bigihanda şikefta xwe. [1534 kut_mehkum] Te digot qey carina reşikê şevê dengê wî dibihîst û teşiya xwe hêdî hêdî dirist û giloka şevê dom dikir, şev dirêj dibû; wê çaxê ew jî berî rojhilat digihişt cihê xwe... [1535 kut_mehkum] Di şikefta xwe de, li ser cihê xwe dirêjkirî diramiya: Di tarîtiya şikeftê de ronahî difikirî û di tenêtiya xwe de jî mirov... Li ser cihê xwe rami­dandî dengê dilopên şikeftê dihatinê; şikeftê dilop dikir... li dilopan fikirî. [1536 kut_mehkum] Hinekî wisa domand fikirandina dilopan. [1537 kut_mehkum] Li xweşa wî diçû dengê wan. [1538 kut_mehkum] Dilopan ew ji heqîqetê bi dûr dixist, ew paşde vedigerandin rojên buhurî, zarotiya wî dihanîne bîrê... [1539 kut_mehkum] Xilmaş bû, serê wî tewiya ser balgiha ku ji pûş çêkiri bû. [1540 kut_mehkum] Ev balgiha ji pûş nuha bû bû balgihek ji hirîyê û ruwek hîzar li ser bû, dora wê jî neqişandî bû. [1541 kut_mehkum] Doşeka wî bostekê ji erdê bilind bû, ew jî ji hirîyê bû; li­hêfek ji hirîyê jî bi ser de kirî bû... [1542 kut_mehkum] Nuha, li ser nivînên xwe ramedandî dengê dilopan dihatê. [1543 kut_mehkum] Dilopan digot: »Niqq... niq, niq...« Zivistan bû, belê zivistan bû wexta ku di nava nivînên xwe de ramedandî dengê dilopan dibihîst. [1544 kut_mehkum] Wê şevê ji erd û ezman baran dibariya, ji ber vê jî xaniyê wan dilop dikir. [1545 kut_mehkum] Diya wî, firaxên ku di malê de hebûn tev danî bûn bin cihê ku dilop dikirin, tepsik, legan, tepsîn û teşt... Yek ji leganan jî danî bû ber serê wî, ji ber ku wê derê jî dilop dikir... [1546 kut_mehkum] Li ser piştê vezilandî, li siryaqa xênî dinerî. [1547 kut_mehkum] Li beştên teloşmelo û mirdyaqên riziyayî, li pûşê ser mirdyaqan meyze dikir. [1548 kut_mehkum] Ji dixana agirê ku di hundurê malê de dibe tev reş bû bûn. [1549 kut_mehkum] Hinekî wisa li siryaqa xênî temaşe dikir. [1550 kut_mehkum] Bihar hate bîrê, zarokên hevalên xwe bi bîr dihanîn; dema ku tev de diçûne çolê, kereng diçinîn difikirî... Xweşiya biharê xeyal kir, wexta ku ji çîçekan tacek dirist û dida serê xwe... Pîvok dihatine bîrê: »Ew serikê wa yê sipî bê çiqas xweş bû!« Ji nişka va berxikê xwe Kudik bi bîr dihanî. [1551 kut_mehkum] Bi lez dixwest ku vê fikrê ji serê xwe bavêje, lê xilmaş dibû, êdî di xew re diçû... [1552 kut_mehkum] Çaxê biharê bû, genim seridî bûn. [1553 kut_mehkum] Wê rojê dîsa bi çend hevalên xwe re li ber berxikan bûn. [1554 kut_mehkum] Berxik li nava zeviyên nêzî xetê diçêrandin. [1555 kut_mehkum] Hayê wan ji bayê felekê tune bû. [1556 kut_mehkum] Berxik xwe serî xwe berda bûn û ji xwe re di­leyistin, bi botika şivanan dilîstin. [1557 kut_mehkum] Botik ya wî bû, paçek li ser çavên wî girêdayî, bi vir û wir de dibeziya ku hevalekî xwe bigire. [1558 kut_mehkum] Dûre hevalekî xwe digirt. [1559 kut_mehkum] Destekî wî hêj bi kincê hevalê wî ve û bi destê din dikir ku paçê ser çavên xwe hilîne, ji nişkê ve qupîna tifingekê ew di cî de mat di­hişt. [1560 kut_mehkum] Bi lez paç ji ser çavên xwe hiltanî û tevda li alîyê ku dengê tifingê jê hati bû dinêrîn! [1561 kut_mehkum] Leşkerê ku notirvanê xetê bû, berxikek wan î ku nêzîkî têlên xeta sînor bû bû, kuşti bû. [1562 kut_mehkum] Bi lez berxikên xwe yên din dicivandin û ji wê derê bi dûr diketin. [1563 kut_mehkum] Wî di tunebûna Kudikê xwe de zû derdixist. [1564 kut_mehkum] Kudikê wî li ser xetê hati bû kuştin, laşê wî li wir bû. [1565 kut_mehkum] Bi kelogirî riya malê digirt, baz dida... [1566 kut_mehkum] Ji nişkê ve ji xew vediciniqî! [1567 kut_mehkum] Hinekan li deriyê mala wan dida. [1568 kut_mehkum] Ji dengên wan fam dikir ku romî ne. [1569 kut_mehkum] Ji nava nivînên xwe derdiket û diçû hişk bi dawa diya xwe digirt. [1570 kut_mehkum] Bavê wî radibû, diçû derî vedikir. [1571 kut_mehkum] Bi vekirina derî re, sê çar romî pevre diketin hundurê malê. [1572 kut_mehkum] Sisiyan ji wan mal saxtî dikirin û yek jî dihat ji bavê wî pirsa wî dikir, digot: »Ka! [1573 kut_mehkum] Lawê te li kû ye?...« Ew hîn bêtir ditirsiya û xwe di nava kirasê diya xwe de vedişart. [1574 kut_mehkum] Romiyan hundurê malê qul bi qul saxtî dikirin, dûre yekî ji wan ew di nava kirasê diya wî de keşif dikir û li romiyên din diqêriya, digot: »Werin! [1575 kut_mehkum] Va ye, min mehkûm zeft kir!...« Çawa ku teyrên mirara ji hewa xwe da­didin ser laşê heywanekî mirî, romiyên li hundur jî hemûyan bi hev re wisa xwe dadidan ser wî! [1576 kut_mehkum] Yekî ji wan bi çeplê wî digirt, ew dikişand û yekî din jî destê xwe bilind dikir sîleyek li binguhê wî dixist... [1577 kut_mehkum] Gava ku ji xew çemd bû, dît ku dilopek ji bin zikê şikeftê bi ser eniya wî de ketiye... Hinek ji ava dilopê herikî çavê wî, fena ku barût têkeve çavê wî, ji ava dilopê jenî... [1] Mîzah şaxeke edebîyata miletekî ye ku beşê herî balkêş e. [2 lewendi_computer] Ger di civatekê de mîzah û rexneyên mîzahî tunebin, pêşketina wê civatê jî qels e. [3 lewendi_computer] Mîzah jî wek gelek şaxên edebî û folklorî û mûzîkî, parçeyek ji neynika wî milletî ye ku di wê neynikê de kil û kêmasîyên xwe dikarin bibînin û xwe li gor wê rast bikin. [4 lewendi_computer] Ji derveyî pêkenîn û henek û laqirdîyên devkî yên folklorîk, çi bigre her millet xwedî mîzaheke nivîskî ye jî. [5 lewendi_computer] Di her civatekê de bi destpêka derketina rojname û kovaran re, her weha kovar û rojnameyên mîzahî jî dest bi weşanan kirine. [6 lewendi_computer] Ger em di edebîyatê de hicîv û rexneyên helbestkî nehesibînin, di edebîyata kurdî de mîzahê bi derketina rojname û kovaran dest pê nekirîye. [7 lewendi_computer] Yekem rojnama kurdî Kurdistan di 1898-an de derket û ji wê rojê heta îro li her çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welêt nêzîkî 1026 kovar û rojnameyên kurdan derketine. [8 lewendi_computer] Di nav van rojname û kovaran de tenê pênc kovarên mîzahî derketine (Mîrkut, Zengil, Îsot, Kovik û Tewlo) ku wan jî piştî salên 1985-an dest bi weşanê kirine. [9 lewendi_computer] Di 1985-an de bi alîkarîya carcarî ya Eşref Okumuş, bi navê Mîrkut min kovareke mîzahî derxist. [10 lewendi_computer] Di wê kovarê de di bin navên cihê cihê de min gelek nivîsên mîzahî û pêkenîn nivîsîn. [11 lewendi_computer] Piştre di kovara Federasyona Komelên Kurdistanê Berbangê de bi navê Sîrkut, paşê li gel Mamoste, bi navê Tirşik me mîzaha xwe li wê domand. [12 lewendi_computer] Û nuha jî di rojnama Armancê de bi navê Beroş quncikeke min heye ku tê de li gel pêkenîn û karîkaturan, carna hin çîrok an nivîsên mîzahî jî dinivîsim. [13 lewendi_computer] A ev kitêb hinek ji wan nivîs û çîrokên ku di wan quncik û kovaran de cih girtine, hatiye amadekirin. [14 lewendi_computer] Bi navê »tayek porê sipî« kurteçîrokeke Qedrî Can heye. [15 lewendi_computer] Gava ku min xwend tesîreke pir mezin li min kir. [16 lewendi_computer] Ez bawer im ger hûn bixwînin wê tesîrê li we -yên ku êdî salên wî nêzî 40-î ne- jî bike. [17 lewendi_computer] Ew bi awayekî welê tarîfa wî tayê sipî yê ku di nav porê wî yê reş de derketiye dike ku çawa wek şûrkêşê ruhistîn li ser serê wî digere. [18 lewendi_computer] Herçendî li gor îrsîyetê ye jî, lê porê hinekan zûtir sipî dibin. [19 lewendi_computer] Yan na di normala xwe de piştî 35-an êdî yeko yeko mirov di nav porê xwe de rastî çend tayên sipî tê. [20 lewendi_computer] Min 35 derbaskir. [21 lewendi_computer] Îcar ne çend ta, belkî 30-40 tayên sipî di nav porê minê reş î qûl de wek nêrîyên pîvazên zîlavêtî yên nav baxçeyan, gişan serên xwe hildane. [22 lewendi_computer] Di destpêkê de yek-du ta bûn, min bi destan hildikişandin, yanê min zora wan dibir, lê paşê ez lê varqilîm ku te digot qey qereza wan bi min re heye, min tayek hildikişand, du tayên hê sipîtir li şûna wî tayî, hişin dihatin. [23 lewendi_computer] Min nihêrt ku ez bi dest û pêçîyan di ber re dernakevim, îcar wek palîya genimê sor ku çawa meriv dide ber dasan, wele ez jî bi mûçingê ketim nav porê xwe û Xwedê go »yallah« û de bidê, ha ji min û ha ji wan, wele min koka wan qeland. [24 lewendi_computer] Di nav wî porê min ê reş-î xweşik-î birqokî de ji bo derman be jî tayek sipî nema. [25 lewendi_computer] Îcar kêfa min dihat. [26 lewendi_computer] Ez ji wan xelas bûbûm. [27 lewendi_computer] Lê çi? [28 lewendi_computer] Mehek di ser re derbas nebû, li ber eynikê min hew dît ku di şûna wan tayên sipî de îcar çend ta serî hil didin. [29 lewendi_computer] Ya rebî ev çi bela bû? [30 lewendi_computer] Her ku diçe jî zêdetir dibin. [31 lewendi_computer] Welleh îcar jî min maqes girt û ez ketim nav porê xwe, yeko yeko min ew tayên sipî ji kok de birrîn, carna çend tayên reş jî diketin ber, lê tişt nabe, hêjayî wê yekê bû. [32 lewendi_computer] Lê piştî demekê dîsa nebû. [33 lewendi_computer] Ez çûm berber, min porê xwe hinekî kurt kir, tu nabê ew tayên sipî yên ku min bi maqesê ji kok de birrîbûn, hêdî hêdî serî hildabûn. [34 lewendi_computer] Û malxerabê berber jî heta jê hat porê min kurt kir, anî qiyasa wan tayên sipî. [35 lewendi_computer] Na, min nihêrt xelasî tuneye. [36 lewendi_computer] Ez nîva-nîv teslîm bûm. [37 lewendi_computer] Nizanim ezê çi bikim? [38 lewendi_computer] Malmîrata rengê reş û sipî jî li ser serê merivan qet li hev nakin. [39 lewendi_computer] Gerçî carna kêfa xwe tînim û dibêjim »de tişt nabe lo, hema bila neweşe, ji sipîbûnê re çare heye, ezê boyax kim«. [40 lewendi_computer] Lê kanê ew cesaret. [41 lewendi_computer] Ew cesareta ku tu rabî porê xwe boyax bikî û bi wê boyaxa reş a ku piştî demekê wê dîsa bibe binsipî, biçî nav hevalan. [42 lewendi_computer] Na lo ezê boyax nekim! [43 lewendi_computer] Îcar hûnê bibêjin »çima?«. [44 lewendi_computer] Belkî jî hun nebêjin »çima?«. [45 lewendi_computer] Lê ez jî nizanim çima? [46 lewendi_computer] Jin porê xwe boyax dikin. [47 lewendi_computer] Hem jî bi awayên welê boyax dikin ku porê reş î qûl werdigerînin rengê zerî zerolankî. [48 lewendi_computer] Carna nîv reş û nîv zer ku ew bi xwe di nav xwe de bi zimanê jinan jê re dibêjin »meç«. [49 lewendi_computer] Yan jî porê xwe sor dikin, hinneyê tê didin, axirkê yanê ez serê we neêşînim tiştê nemayî bi serê porê xwe de tînin û em jî wek mêr qet dengê xwe nakin û bi ser de -ne ji dil be jî- em dibêjin »çi xweş bûye, çiqas li te hatiye, her tim weha boyax ke« û hwd. [50 lewendi_computer] Nebû, ne? [51 lewendi_computer] Hun nuha dibêjin »ma ev jî sebeb e«. [52 lewendi_computer] Baş e bavo, em dev ji jinan berdin. [53 lewendi_computer] Em dîsa vegerin ser xwe mêran. [54 lewendi_computer] Yan jî na na! [55 lewendi_computer] Bisekinin ezê ji we re piçekî qala nexweşî û çareyên wan bikim. [56 lewendi_computer] De îcar jî nebêjin »ma nexweşî û por?« [57 lewendi_computer] Nuha gava ku yek bi bapêşê bikeve ewê here doktor û wê hin dermanan bikire û bixwe ji bo ku ji wê nexweşîya xwe xelas be. [58 lewendi_computer] Yan jî qezayekê derbaske û di wê qezayê de pozê wî bişkê, wê jê re derman bikin û pişt re jî wê pozê wî bi emelîyateke estetîkî jê re rast bikin. [59 lewendi_computer] Yan jî diranê camêr ne sipî ne, diçe ser doktor jê re sipî dike. [60 lewendi_computer] Îcar ê min jî porê min sipî bûye ez dixwazim herim ser doktorekî dakû reşbike. [61 lewendi_computer] Ê de Xwedê hebînî ji viya normaltir çi heye, ku xelk ji merivan re dikin ecêbek giran. [62 lewendi_computer] Ero hun dibînin ne! [63 lewendi_computer] Derdê min jî qet nayê kişandin! [64 lewendi_computer] Mirin; çi gotineke ne xweş e, sar û tahl e. [65 lewendi_computer] Grûzî bi canê meriv digre, meriv naxwaze navê wê dexî bîne ser ziman. [66 lewendi_computer] Berê mirin qet nedihat bîra min. [67 lewendi_computer] Nuha jî nayê bîra min. [68 lewendi_computer] Ez ji xwe re dixwînim. [69 lewendi_computer] Digerim, diçim qahwê, bi dost û hevalan re radibim rûdinim. [70 lewendi_computer] Em munaqeşe dikin, dikevin nava suhbetên dûr û dirêj. [71 lewendi_computer] Carna dinivîsim. [72 lewendi_computer] Carna mêvan tên, carna jî em diçin mêvandarîyan. [73 lewendi_computer] Ez û jinikê şer dikin, carna jî em dikenin. [74 lewendi_computer] Carna jî axaftinên li ser dahatûyê; vê mehê emê piçekî »îdarelî« bin, em bikaribin hinekî deynê xwe yê mayî bidin. [75 lewendi_computer] Divê em mesrefa zêde nekin. [76 lewendi_computer] Zêde telefonê bi kar neynin. [77 lewendi_computer] Emê êdî wekî her carî neçin qahwê. [78 lewendi_computer] Jinikê dev ji cixarê berda. [79 lewendi_computer] Gerek ez jî dev jê berdim. [80 lewendi_computer] Emê êdî zêde kitêb û kovaran nekirin. [81 lewendi_computer] Bi vê wesîleyê belkî em bikaribin ji xwe re hinek pere berevkin daku bikaribin ji xwe re xaniyekî bikirin. [82 lewendi_computer] An jî dahatuya xwe têxin bin garantîyê. [83 lewendi_computer] Li rojnamê dinihêrim. [84 lewendi_computer] Li rûpela fala we, birca cêwîyan dixwînim: »Vê mehê tu di tengasîyê de yî, lê pêşde şansê te vekirî ye, mizgîniya xêrê heye. [85 lewendi_computer] Ji alî evîndarîyê de tu bi talih î«. [86 lewendi_computer] Wexta ku meriv bê hêvî be, an jî -di her awayî de- bê plan û program be, meriv hêvîya xwe bi birc û falan ve jî girê dide; yan jî pê sebra xwe tîne. [87 lewendi_computer] Min bi xwe jî di gelek kovar û rojnameyan de rûpelê fala we an jî birca we nivîsîye. [88 lewendi_computer] Û wexta ku min dinivîsand min qet bi teleskopê li stêrkan jî temaşe nedikir. [89 lewendi_computer] Û min kitêbên fala jî nexwendîye. [90 lewendi_computer] Lê kêm zêde meriv ruhîyeta mirovan dizane. [91 lewendi_computer] Ji ber wê, tu çi binivîsî wê li hinekan were. [92 lewendi_computer] Îcar ya herî xerab min bi xwe fala xwe nivîsandiye û dîsa ez bi xwe dixwînim û bi fala xwe hêvîyên min ên ji bo jiyaneke baş hê zêdetir dibin. [93 lewendi_computer] Nizanim, mimkun e ku hûn bibêjin em ne welê ne, lê ez bawer nakim. [94 lewendi_computer] Hela çend caran fala xwe di rojnamê de bixwînin êdî hunê jî piçek be bawerîyê pê bînin. [95 lewendi_computer] Lê malmîrata xeberên ne-xweş carna mala merivan xerab dikin. [96 lewendi_computer] Yan di rojnameyekê de, an jî di televîzyonê de, te dî gotin: »filankes mir, 47 salî bû« yan jî »bêvankes mir, 57 salî bû« yan jî »mir, 67 salî bû«. [97 lewendi_computer] A wê wextê ez pir difikirim. [98 lewendi_computer] Ger 47 salî bimirim 8 salên min mane, ger 57 salî bimir [99 lewendi_computer] im 18 salên min mane, ger 67 salî bimirim 28 salên min mane. [100 lewendi_computer] Îcar ji şansê min re kîjan! [101 lewendi_computer] Ev milletên Skandînavî çi şansê wan heye. [102 lewendi_computer] Hema ji xwe re rojnameyeke Swêdî an Norveçî bigirin û li rûpela anonsa mirinê binêrin; 1897-1994, 1902-1994, 1906-1994, 1913-1994 û welê berdewam e. [103 lewendi_computer] Û di binê anonsa wefata wan de jî: [104 lewendi_computer] »Tu hê wek guleke nûbişkivî ya buharê bû, te çima weha zû terka me da.îmze: keça te Anita, nevîyên te Olof û Sten û nevîçirkên te Ulla û Karin û zarokên wan Anna û Karl«. [105 lewendi_computer] Camêr keça xwe, nevîyên xwe, nevîçirkên xwe û zarokên nevîçirkên xwe dîtîye, yanê çar neslên piştî xwe. [106 lewendi_computer] Kalikê min 104 salî bû mir. [107 lewendi_computer] Bavê min 70 salî ye hê li ser xwe ye û cixarê jî dikşîne. [108 lewendi_computer] Apanên min her yek 60-70 salî ne hê li ser xwe ne. [109 lewendi_computer] Di malbata me de, hetta di nav eşîra me de -yên ku bi destê hukmatê hatine kuştin û yên ku bi qotikê mirine ne tê de- kes bi ciwanî nemirîye. [110 lewendi_computer] Neku ez dilê xwe xweş dikim, lê te dî îrsîyet jî roleke mezin dilîze. [111 lewendi_computer] Kela min rabûye, hewes û îlham hatiye, tam wexta nivîsandinê ye. [112 lewendi_computer] Ma şalê zirre-zirra telefonê an jî pite-pita jinikê dilopan nekin daku hewesa min nereve! [113 lewendi_computer] Hewes û îlhama nivîsandinê wek lottoyê ye, carna 48 kron ji mirovî re derdikeve, carna jî du milyon. [114 lewendi_computer] Îcar înşellah a min ya du milyonî be. [115 lewendi_computer] Belê, ez dixwazim pêşî ji we re piçekî qala planên xwe yên nivîsandinê bikim. [116 lewendi_computer] Plan û programa min a nivîsandinê bi qasî ya Wezareta Kulturî û ya Perwerdekarî ya dewletekê ye. [117 lewendi_computer] Ezê ferhengekê derxim, pişt re ezê ferhenga hemû lehceyan derxim. [118 lewendi_computer] Paşê ezê antolojîya nivîskar û helbestvanên Kurdan derxim. [119 lewendi_computer] Paşê ezê yeko yeko li ser jiyana wan binivîsim û peyderpey wek kitêb derxim. [120 lewendi_computer] Piştre ez difikirim li ser malbatên Kurdên navdar binivîsim. [121 lewendi_computer] Û min dest bi hemûyan jî kirîye. [122 lewendi_computer] Hema hema bibêje min ji hemûyan hinek nivîsandine. [123 lewendi_computer] Lê tu yek ji wan hê temam nebûye. [124 lewendi_computer] Do êvarê jî min dest bi nivîsandina jiyana Qedrî Can kir. [125 lewendi_computer] Nêta min heye ez li ser jiyan û berhemên wî kitêbekê derxim. [126 lewendi_computer] Lê min ew jî nîvco hîşt. [127 lewendi_computer] Ji xwe va ye ev nivîsa ku nuha ez ji we re dinivîsim ket navbêrê. [128 lewendi_computer] Lê bawerîya we hebe her çiqasî ez vê nivîsê dinivîsim jî, di heşê min de gelek tiştên din yên nû jî derbas dibin. [129 lewendi_computer] Di 1983-an de min dest bi nivîsandina romanekê kiribû, nuha ew hat bîra min. [130 lewendi_computer] Mumkun e ez dîsa dest bi wê bikim. [131 lewendi_computer] Lê na welle pêşî divê ku ez kurteçîroka xwe xelas kim. [132 lewendi_computer] Min kurteçîrokek pir xweş nivîsandiye. [133 lewendi_computer] Navê wê jî »Manga Bi Ga« ye. [134 lewendi_computer] Baş e, lê kovar? [135 lewendi_computer] Ma ne min kovarek jî amade kirîye. [136 lewendi_computer] Na lo kovar zehmet e. [137 lewendi_computer] Perê min tuneye. [138 lewendi_computer] Ji ku ezê hê rabim mehê carekê kovarekê amade bikim, bi perê xwe çap kim, dîsa bi perê xwe ji we xwendevanan re bişînim û hûnê jî ji min re nameyeke sipasîyê bişînin. [139 lewendi_computer] Û ezê jî rabim bi ser de dîsa bi perê xwe nameyeke sipasîya sipasnameya we binivîsim û bişînim. [140 lewendi_computer] Ûff ez aciz bûm. [141 lewendi_computer] Dîsa pite-pita jinikê! [142 lewendi_computer] »Mahmûûûd, kanê me yê îro cil buşuşta!?« Bavê Nazê wexta diqeherî digot »Ezê kirasê xwe biçirînim!« De were neçirîne! [143 lewendi_computer] Tam îlhama nivîsandinê hatîye, jinikê pêde pitpitand! [144 lewendi_computer] Şuştina cilan ji ku derket? [145 lewendi_computer] Li vî welatê gawiran jî cilşuştin bi serê xwe derdekî giran e. [146 lewendi_computer] Hê emê rabin cilên xwe yên qirêjî berevkin, paşê li gor yên bi reng û yên sipî ji hev derxin. [147 lewendi_computer] Dermanê şuştinê û yê nermkirinê bigrin herin cilşoyê bavêjin makîna cilşuştinê, piştî saetekê derxin, di makîna guvaştinê de biguvêşin, paşê bavêjin makîna zuhakirinê, paşê derxin qat kin, dûz kin û bînin mal. [148 lewendi_computer] Îcar li malê jî dîsa ji hev derxin, li gor cilan wan di dolaban de bi cih bikin. [149 lewendi_computer] De xwedê hebînî yanê ne ez bim kî kane vî derdî bikşîne? [150 lewendi_computer] Xwezîka li gel kompitura xwe ez ji xwe re di heyamê însanên şikevtan de bijîyama. [151 lewendi_computer] Qe nebe di heyamê wan de derdê cilşuştina wek îro tunebû. [152 lewendi_computer] »Mahmûûûd de hadê!« Xwendevanino, wekî hun jî dibînin nahêlin em binivîsin. [153 lewendi_computer] De bila vê carê jî wekî her carî nivîsa min nivco bimîne. [154 lewendi_computer] Em însan çi ecêb in! [155 lewendi_computer] Tiştê ku di hişê me de ye, di nav dilê me de ye em nanivîsin, li şûna wê em diçin gotinên sînorkirî yên li gor civat û heval û dost û dijmin neqeherin wan dinivîsin. [156 lewendi_computer] Ev jî di civatekê de ne tiştekî tebîî ye. [157 lewendi_computer] Hinek ji me radibin wekî ku tiştekî nû kifş kiribin, te hew nihêrt qala tiştekî welê dikin ku mirov ecêb dimîne. [158 lewendi_computer] Jinik pel pel li min dinihêre. [159 lewendi_computer] Xwendevanino, xuya ye we jî ji min fam nekir. [160 lewendi_computer] Ji xwe ez jî tiştê ku difikirim nikarim gişî raxim ser kaxezê. [161 lewendi_computer] Wek fîlimekî di hişê min de derbas dibe, lê heta ku rêza pêşîn dinivîsim, malmîrata şerîta fîlmê ya di nav mêjîyê min de zû diçe. [162 lewendi_computer] Îcar ez jî pê re nagihîjim, loma weha nîvco-qurço derdikeve. [163 lewendi_computer] Lê tişt nabe hema hûn jî nîvco fam bikin! [164 lewendi_computer] Belê, em li ku ma bûn. [165 lewendi_computer] Heqet ma min qala çi dikir? [166 lewendi_computer] Hi hii! [167 lewendi_computer] Nuha hat bîra min; însan, însanên ecêb û ne ji dil! [168 lewendi_computer] Mêrik qey cara pêşî ye hêka dixwe, îcar radibe û rûdine dibêje »hêk, hêk tiştekî dûrî aqila ye. [169 lewendi_computer] Gelo çima heval naxebitin ku hêka bixwin? [170 lewendi_computer] Heta ku meriv hêka neke -pardon- nexwe mirov ji rewşa mirîşkê fam nake!« [171 lewendi_computer] De were ji navê derkeve! [172 lewendi_computer] Digotin »dînekî kevirek avêtîye bîrekê, çil baqilan nikarîbûn derxistana«. [173 lewendi_computer] Ji xwe xiyar jî buha bûne. [174 lewendi_computer] Dilê min jî diçe cacixa bi sîr. [175 lewendi_computer] Hema bila qe bîn ji devê min were. [176 lewendi_computer] Waye li Hîndistanê erd hejiyaye; sî hezar mirî! [177 lewendi_computer] Ez dixwazim îşev romanekê binivîsim! [178 lewendi_computer] Ma kê bi te girtîye? [179 lewendi_computer] Ji xwe tu nikarî îcar nezanî û bêhêzî ya xwe jî dixî hustîyê hişê xwe yê belengaz. [180 lewendi_computer] Na! [181 lewendi_computer] Ne welê ye. [182 lewendi_computer] Hişê min ne belengaz e û ez ne bêhêz û nezan im. [183 lewendi_computer] Lê Hz.Îsa li çarmîxa xistin. [184 lewendi_computer] Xwîna ku ji kefa destê wî diherikî hê jî li ber çavên min e. [185 lewendi_computer] Min di televîzyonê de dîbû. [186 lewendi_computer] Xuya ye ez ditirsim! [187 lewendi_computer] Galileo jî ji mirinê ditirsiya. [188 lewendi_computer] Lê ez bêtir ji civatê ditirsim. [189 lewendi_computer] Civat ne wek mahkemê ye. [190 lewendi_computer] Heqê xweparastinê nade te, nahêle tu ji xwe re abûqatekî jî bigrî. [191 lewendi_computer] Bê taloq û bê ku lêbikole, di celsa pêşî de te mahkum dike. [192 lewendi_computer] Muebbet an jî -bê ku fermana îdamê binivîse- te îdam dike. [193 lewendi_computer] Yan jî endamekî xwe yî mirîd tayin dike, tê serê te ji laşê te difirîne. [194 lewendi_computer] Ma kê çermê Hellacê Mensûr gura? [195 lewendi_computer] Hesen û Husên ê nevîçirkên Ebdulmutalib hatin bîra min. [196 lewendi_computer] Law ev însanên me çiqas durû ne. [197 lewendi_computer] Li ber te xweş û geş dikin, li pişt jî, te dîn û bêhiş dikin. [198 lewendi_computer] Ez di redaksîyona Armanc û Wanê de kar dikim. [199 lewendi_computer] Yek rojnameya mehane ye, ya din jî kovareke çarmehane ye. [200 lewendi_computer] Yekî çar roman derxistine. [201 lewendi_computer] Min ya pêşî xwend, ez zanim ya çaran çawa ye. [202 lewendi_computer] Ax ax, xwezîka mala me li gund buya, ez jî ji xwe re li ber golika bama. [203 lewendi_computer] Do êvarî jinikê hevîr kir. [204 lewendi_computer] Hevîr tirş bû. [205 lewendi_computer] Saet 19.30. [206 lewendi_computer] Min televîzyon vekir. [207 lewendi_computer] Li Moskovayê xanîyê parlamentoyê dişewite, 400 kes hatine kuştin. [208 lewendi_computer] Yeltsîn demokrasîyê diparêze! [209 lewendi_computer] Ji oda din dengê jinikê: »hevîr tirş bû, wê di ser re biçe!«. [210 lewendi_computer] Xwedê ji Yeltsîn re nehêle! [211 lewendi_computer] Neyse saet di 21’ê de xeber hene. [212 lewendi_computer] Perê min heba min ê makîna hevîr bikirîya. [213 lewendi_computer] Xwezîka ez nuha li giravê Kanaryayê bama, minê xwe têr bida ber tavê. [214 lewendi_computer] Ûff! [215 lewendi_computer] Ev firina jî hema germ dibe ha! [216 lewendi_computer] Dîsa dengê jinikê »nan neşewite!«. [217 lewendi_computer] Nan û helaw hat bîra min. [218 lewendi_computer] Hundur germ e, ezê pacê vekim. [219 lewendi_computer] Wîîî, baran dibare. [220 lewendi_computer] Qiyamet nêz e. [221 lewendi_computer] Ez biçûk bûm, digotin berî qiyametê Diyarbekir wê bi avê xera bibe. [222 lewendi_computer] Ez çiqas ditirsîyam. [223 lewendi_computer] Xwezîka me mala xwe bibira bajarekî din. [224 lewendi_computer] Sylvia Plath 31 salî bû xwe kuşt, paşê bû nivîskareka navdar. [225 lewendi_computer] Ez xwe nakujim, emrê min ne 31 e, min eskerî jî nekirîye. [226 lewendi_computer] Ji xwe ez dixwazim vê çîrokê temam bikim. [227 lewendi_computer] »Nan neşewite!« [228 lewendi_computer] Dengê jinikê ne xerab e; mezzo-soprano ye. [229 lewendi_computer] Xwezka Pavarottî ji gundê me ba. [230 lewendi_computer] Wê wextê minê bigota »Pavarottî yê Îtalî gundîyê me ye«. [231 lewendi_computer] Kî çi zane belkî jî gundîyê me ye. [232 lewendi_computer] Ma di wexta Osmanîyan de ji gundê me jî gelek mêr çûn seferberlikê, çûn şerê Balkanê, yek ji wan dibe ku ji şer reviyabe û çûbe xwe avêtibe bextê Îtalîyan. [233 lewendi_computer] Û tu ji yekî Swêregî re bibêjî pîrika min Swêregî ye, dikare te bikuje. [234 lewendi_computer] Ji xwe »Tatarên Asya Navîn gava ku bixwestana mirovek biezimandana şîvê, diçûn mala wî û bêyî ku jê re tiştekî bibêjin guhekî wî dikişandin«. [235 lewendi_computer] Perê min tuneye ez naxwazim guhê kesî bikşînim. [236 lewendi_computer] Vê mehê çar kesan guhê min bikişandana wê çi xêreke mezin bikirana. [237 lewendi_computer] (4/10/1993) [238 lewendi_computer] Pîrka min a Etê di jiyana xwe de bajar nedîbû, îcar wexta ku me digot emê herin Swêregê, pîrika min a Etê digot: [239 lewendi_computer] Ma Swêreg mezin e? [240 lewendi_computer] Erê pîrê pir mezin e! [241 lewendi_computer] Ma ji gundê me jî mezintir e? [242 lewendi_computer] Erê, wîîî! [243 lewendi_computer] Ma bi du qasî gundê me heye! [244 lewendi_computer] Hê mezintir e, hê mezintir! [245 lewendi_computer] Pîrika min di jiyana xwe de tenê gundê xwe û çend gundên din ên Qerejdaxê dîtibû. [246 lewendi_computer] Îcar muqayesekirina wê dê çawa be. [247 lewendi_computer] Nufûsa Swêregê 80 hezar e û ya gundê me jî 800 e. [248 lewendi_computer] Û pîrika min jî dikare tenê tesewwur bike ku Swêreg ducara ji gundê me mezintir e. [249 lewendi_computer] Camêrek ji gundekî wek gundê pîrika min, ji mecbûrî hatiye Swêdê. [250 lewendi_computer] Û piştî demekê camêrê me diçe qursa zimanê Swêdî. [251 lewendi_computer] Wek her zimanî, di destpêkê de Swêdî jî pir rehet e. [252 lewendi_computer] Mirov gotinên besît fêr dibe. [253 lewendi_computer] Yanê destpêk zimanê zaroka ye. [254 lewendi_computer] Camêrê me jî bi wê Swêdîya xwe ya zarokekî çar salî, dibêje: [255 lewendi_computer] Swêdî jî ne tu ziman e lo! [256 lewendi_computer] Zimanekî feqîr e. [257 lewendi_computer] Li ber zimanê Kurdî ne tu ziman e. [258 lewendi_computer] Ji xwe kultura wan jî eynî wek zimanê wan qels e. [259 lewendi_computer] Çi kultur e çi hal e, tenê petate û masî ye. [260 lewendi_computer] Ê de bifikirin, milletek ku ev serê hezar salan e dewlet e, hem jî dewleteke bi rêk û pêk. [261 lewendi_computer] Bi hezaran hunermend, zana û nivîskar û hwd ji nav vî milletî derketine û camêrê me yê ji gundekî wek gundê pîrika min hatiye, radibe dibêje »ev ne ziman e û ev ne kultur e«. [262 lewendi_computer] Û dîsa eynî ew camêr ji keç an kurê xwe re dibêje: [263 lewendi_computer] Eman gidî kurê min, keça min nebe nebe hûn li dû van gawiran biçin ha! [264 lewendi_computer] Kultura wan cihê ye, ya me cihê ye! [265 lewendi_computer] Filan tişt, bêvan tişt di kultura me de tuneye, ev li cem me pir eyb e....! [266 lewendi_computer] Û ev camêrê me ku ji gundekî wek gundê pîrika min hatiye û radibe ji zarok û yên derdora xwe re dibêje »ev di kultura me de tuneye!«. [267 lewendi_computer] Yanê camêrê me dixwaze bibêje »di salên şêstî de, di wexta me de ev tişt li gundê me, li gundê me jî li mala me tunebû, ji ber wê yekê ev yek di kultura me de jî tuneye«. [268 lewendi_computer] Û hîn gelek tiştên din. [269 lewendi_computer] Û ev camêr ku ji gundekî wek gundê pîrika min hatiye, di nav rêxistineke kurdan de dikare bibe serok jî! [270 lewendi_computer] Û em, an jî hinek ji me wê li dû wî biçin. [271 lewendi_computer] Û ewê li ser me biryarê bide! [272 lewendi_computer] Û mumkun e ku me hemûyan an ji me hinekan qir bike! [273 lewendi_computer] Ez bi xwe nakevim nav partiya vî camêrî. [274 lewendi_computer] Lê yên ku ji ruhê xwe aciz in bila têkevinê. [275 lewendi_computer] Di hişê me mêran de carê bi cih bûye û zû bi zû jî dernakeve: »jin her paşgotinîya dikin, dedîqodicî ne, her behsa hev dikin, li paş hev gotinîya dikin, nikarin hevûdu bikişînin, ji hev diqeherin û nizanim çi û çi û çi...« [276 lewendi_computer] Lê wek mêrekî hema weha em ji xwe re suhbeteke xwe wek şerîta fîlmekê bînin ber çavên xwe. [277 lewendi_computer] Gelo em di wan suhbetan de qala çi dikin? [278 lewendi_computer] Ême jî her eynî tişt in. [279 lewendi_computer] Nivîskarên me yên mêr tên ba hev dedîqodîya nivîskarekî din dikin. [280 lewendi_computer] Serokên me yên mêr dedîqodîya serok an giregirekî partîyeke din dikin. [281 lewendi_computer] Axayên me yên mêr tên ba hev paşgotiniya axayekî din dikin... [282 lewendi_computer] Ka bisekinin ez ji we re qala serpêhatiyeke xwe bikim. [283 lewendi_computer] Çend roj berê ez û du hevalên nivîskar em ji xwe re li qahwê rûniştibûn. [284 lewendi_computer] Me suhbet dikir. [285 lewendi_computer] Bê guman ez dibêjim suhbet, lê ji subetê wêdetir me paşgotinîya nivîskarekî din dikir, me tiştên nemayî digot. [286 lewendi_computer] Demek derbas nebû ew nivîskar hat ba me. [287 lewendi_computer] Silav da û rûnişt. [288 lewendi_computer] Wekî ku qet tiştek nebûbe me hal û ehwalê hev pirsî. [289 lewendi_computer] Bi wî re jî suhbeta me geş bû, welê geş bû ku îcar me bi hev re paşgotinîya nivîskarekî din kir. [290 lewendi_computer] Îcar çi tesaduf, nivîskarê ku me dedîqodîya wî dikir çima di ber qehwê re derbas nebû, wele hema yek ji me rabû û ban kirê. [291 lewendi_computer] Camêr hat, wî jî silav da û rûnişt, me û wî jî me hal û ehwalê hev pirsî. [292 lewendi_computer] Suhbeta me dîsa geş bû û suhbetê berê xwe da ser riya dedîqodîyê, me dîsa bi hev re paşgotiniya nivîskarekî din kir. [293 lewendi_computer] Saet bû çarê êvarê, ez mecbûr bûm rabim, çimkî min û jinikê me yê li çarşîyê hevûdu bidîta. [294 lewendi_computer] Ez rabûm, min xatir ji wan xwest, hemûya bi rûkenî û dilxweşî xudahafizî li min kirin. [295 lewendi_computer] Lê ez ji we re sond bixwim, piştî ku ez rabûm wan dedîqodîya xwe li ser min domandine. [296 lewendi_computer] Gotin, çi yanê, hema ji ber xwe de bavêje. [297 lewendi_computer] Yên ku avêtine çi kirine? [298 lewendi_computer] Berdane, berdane! [299 lewendi_computer] Berdan? [300 lewendi_computer] Pez berdan, jin berdan û nizanim çi. [301 lewendi_computer] Gulê di berbanga sibê de rabû ser piyan. [302 lewendi_computer] Gundî diçûn palîyê. [303 lewendi_computer] Palî ne ku pala çiyê ye. [304 lewendi_computer] Ji xwe ê ku palî nekiribe nizane û ji vê seetê şûnde ez jî nikarim rabim ji wan re tarîfa palîyê bikim. [305 lewendi_computer] Lo de ji xwe vala ye. [306 lewendi_computer] Ma zatî palî jî nemaye. [307 lewendi_computer] Traktor derketiye. [308 lewendi_computer] Neyse, tu dikarî biçî qursa zimanekî. [309 lewendi_computer] An jî Îngilîzî. [310 lewendi_computer] Tu nizanî bipirse. [311 lewendi_computer] Bi pirsê meriv diçe Xursê. [312 lewendi_computer] Pitika me digrî. [313 lewendi_computer] De îcar ev çi bû me li serê xwe kir bela. [314 lewendi_computer] Bi şev rabe, nîvê şevê rabe, berdestî sibê rabe, rabe û ha rabe. [315 lewendi_computer] Ji xwe ji rabûn û rûniştinê pêştir em ji çi re dibin? [316 lewendi_computer] Dilê min heye ez ji xwe re mangeyekê bikirim. [317 lewendi_computer] Bîlleheq mal û milk nedin serhev. [318 lewendi_computer] Kanê Qarûnê dewlemend? [319 lewendi_computer] Kanê Silêman pêxember? [320 lewendi_computer] Ji xwe ev dunya derewîn e. [321 lewendi_computer] Ji ber wê ye em wexta ku dikevin tengasîyê em derewan dikin. [322 lewendi_computer] Carna jî li ciyê rehetî em dest bi derewan dikin daku em têkevin çavê civatê. [323 lewendi_computer] Daku bila civat guhdarîya me bike! [324 lewendi_computer] Camêr dixwaze ku civat bala wî bikişîne lê nizane çawa bike. [325 lewendi_computer] Bi min tirekê bike wê bala herkesî bikişîne. [326 lewendi_computer] Heta wê demek dûr û dirêj qala wî bikin. [327 lewendi_computer] Mumkun e bi wî navî navûdeng jî bide û bibe Kêrtoyê Tirrek, paşê jî Zarokên Kêrtoyê Tirrek, Malbata Kêrtoyê Tirrek, Gundê Kêrtoyê Tirrek, Eşîra Kêrtoyê Tirrek, Herêma Kêrtoyê Tirrek, Bajarê Kêrtoyê Tirrek, Çend Bajarên Kêrtoyê Tirrek, Welatê Kêrtoyê Tirrek, Miletê Kêrtoyê Tirrek, Zimanê Kêrtoyê Tirrek yanê Kêrtotirrekî û Kêrtotirrekîstan! [328 lewendi_computer] Ji me re tercumanek lazim e daku bikaribe hin gotaran ji zimanê Kêrtotirrekî wergerîne zimanê Îngilîzî! [329 lewendi_computer] Her weha tercumanekî din jî lazim e daku ez û xwendevan bikaribin ji hevûdu fêm bikin! [330 lewendi_computer] Li vî welatî gelek caran xelk yan ji xwe re xanîyan dikirin an jî dikanan vedikin. [331 lewendi_computer] Û ne neheq in jî. [332 lewendi_computer] Çimkî, dikan, xanî an jî perçeyek erd ji bo rojên pêş garantîyek e. [333 lewendi_computer] Te dî dunya ye, çi dibe çi nabe, mirov pîr dibe dikeve ber destan, ji ber wê, ez fikirîm ku ez jî ji xwe re ji bo rojên pêş garantîyekê bi dest xim, bibim xwedî tiştek. [334 lewendi_computer] Lê Xwedê bela banqeciyan bide, qudûmê min şikandin, qrêdî nedan min. [335 lewendi_computer] Mala min viritî. [336 lewendi_computer] Welê xuya ye ku musteqbeleke rût û tazî li pêş min, li benda min e. [337 lewendi_computer] Ne xanîyek, ne perçeyek erd! [338 lewendi_computer] Qey hevalekî ji Armancê bihîstîye ku îstîqbala min rût e, telefonî min kir daku alîkarîya min bike, got: »Çawa be perçeyek erdê te jî tuneye, were ez perçeyekî ji rûpelên Armancê bi deyn bifroşim te!« Min jî got »baş e« û min kirrî. [339 lewendi_computer] Pêşî min xetek li çarmedorî vî perçeyî kişand. [340 lewendi_computer] Paşê min li ser lewhayekê navê xwe nivisand û di vî perçeyî de çikand. [341 lewendi_computer] Nuha ez jî êdî bûm xwedî perçeyek erd -pardon- yanê kaxez. [342 lewendi_computer] Îcar ez fikirim, ez çi bikim çi nekim, wele baştir ew e ku li ser vî perçeyî aşxaneyeke servekirî vekim. [343 lewendi_computer] Û hema yekser ez çûm malê, her çendî fer û folên me ne pir in jî, lê beroşek me heye. [344 lewendi_computer] Wele piştî xire-cira bi jinikê re, min beroşa malê girt û anî danî ser kuçik û agir da binî. [345 lewendi_computer] Min hundurê wê jî tijî zêrzewat kir. [346 lewendi_computer] Hela em binêrin wê çi xwarin ji beroşa me derkeve. [347 lewendi_computer] Ha, tiştekî din jî min dikira ji bîra bikira, navê aşxanê jî weha ye: [348 lewendi_computer] Beroş; [349 lewendi_computer] Aşxana Servekirî [350 lewendi_computer] Teb’en beroşên xelkê her êvar dikelin, lê ya me ji ber feqîrî û tunebûnê wê mehê carekê bikele. [351 lewendi_computer] Ger em tu tiştekî nebînin, emê nivîskarên xwe di beroşê de bikelînin û pişt re emê dest bi xwendevanan bikin. [352 lewendi_computer] Du Kurd wexta ku werin ba hev û li qahweyekê rûnin, pêşî behsa sîyasetê dikin, çend partîyan ava dikin. [353 lewendi_computer] Paşê yekîtîya wan partîyên ku di wê suhbeta xwe de li ser masê ava kirine, çêdikin. [354 lewendi_computer] Piştre, wê yekîtîyê xera dikin, bi hev dikevin. [355 lewendi_computer] Piştî demekê dîsa li ser wê masa ku bi hev ketibûn, li hev tên, dibin dost. [356 lewendi_computer] Îcar, dîsa li ser wê masa ku bûbûn dost, dest bi nivîskarîyê dikin. [357 lewendi_computer] Pêşî çend meqaleyan dinivîsin, kovar û rojnameyan derdixin. [358 lewendi_computer] Paşê dest bi derxistina çîrok û romanan dikin. [359 lewendi_computer] Piştre dîsa di nav wê suhbetê de, li ser wê masê weşanxaneyekê datînin. [360 lewendi_computer] Kitêban çap dikin. [361 lewendi_computer] Kitêb nayên firotin. [362 lewendi_computer] Zerarê dikin. [363 lewendi_computer] Bi ser nakevin. [364 lewendi_computer] Dîsa li ser wê masê dev ji weşanxaneyê jî berdidin. [365 lewendi_computer] Li çareyek din digerin. [366 lewendi_computer] Behsa dikanan dikin. [367 lewendi_computer] Ji xwe re aşxaneyekê vedikin. [368 lewendi_computer] Dîsa bi ser nakevin. [369 lewendi_computer] Netîce; dîsa vedigerin serî û »na lo, bê siyaset nabe..!« Û qahweyeke din jî vedixwin û radibin diçin. [370 lewendi_computer] Îcar çend roj berê ez û hevalek, em ji xwe re li çayxanekê rûniştin. [371 lewendi_computer] Me jî di suhbeta xwe de gelek tişt ava kirin û xera kirin. [372 lewendi_computer] Dawîyê me li ser reklamê li hev kir; emê şîrketeke reklamê ava bikin. [373 lewendi_computer] Bi her zimanî reklam dibe, çima bi Kurdî nebe? [374 lewendi_computer] Û welle me şîrketa xwe danî. [375 lewendi_computer] Me navek jî lê kir: [376 lewendi_computer] »Tendûr: Şîrketa Reklamên Kurdî« [377 lewendi_computer] Hûnê nuha bibêjin »çima ne navekî din, çima Tendûr?«. [378 lewendi_computer] Çimkî her tiştê ku em nuh ava dikin, divê ku li ser bingeha ’urf û adetên milletê me be. [379 lewendi_computer] Di nav milletê me de jî, cara pêşî reklama belaş li ber tendûrê hatiye kirin. [380 lewendi_computer] Mesela, li gundan wexta ku jin diçin ber tendûrê, hem nanê xwe dipêjin, hem jî behsa gundîyên xwe dikin. [381 lewendi_computer] Reklama kurê filankes dikin, pesnê keça filankes didin. [382 lewendi_computer] Behsa mellê gund dikin. [383 lewendi_computer] Derheqê zêrên bûkên nuh de diaxifin. [384 lewendi_computer] Axirê, ez serê we neêşînim, behsa her tiştî dikin. [385 lewendi_computer] Û ev reklamên li ber tendûrê di nav saetekê de li her derê gund belav dibin. [386 lewendi_computer] Ji ber wê, me ev nav li şîrketa xwe kir. [387 lewendi_computer] Îcar bêguman, a me wê modern be. [388 lewendi_computer] Şîrketên reklamên modern çawa kar dikin, emê jî welê kar bikin. [389 lewendi_computer] Belê, li qahwê li ser masê me çend mîsalên reklaman jî çêkirin. [390 lewendi_computer] Mesela: [391 lewendi_computer] Vexwe Cola Bibe pola! [392 lewendi_computer] Li dawet û dîlanê Vexwe çaya Seylanê! [393 lewendi_computer] Tasek av û Aspirîn Namîne êş û birîn! [394 lewendi_computer] Aspirînek û tasek av Êş û jan diçin ji hinav! [395 lewendi_computer] Cixara me soro-moro Em dikşînin Marlboro! [396 lewendi_computer] Lezzet û ta’m û xweşî Tu jî Marlboro dikêşî? [397 lewendi_computer] Kî hat? [398 lewendi_computer] Mendo hat. [399 lewendi_computer] Bi çi hat? [400 lewendi_computer] Bi Fîat [401 lewendi_computer] Erd qelişî Esman felişî Brûskê veda Volvo’yê deng da! [402 lewendi_computer] Kurê Evdalê Zeko Xwedîyê saeta Seîko [403 lewendi_computer] Welê xuya ye şîrketa me ya reklamê ne tenê li nav Kurdan her weha li nav Tirkan jî pê girt. [404 lewendi_computer] Çimkî me du hejmar berê, di Beroşê de nimûneyek ji reklama Kurdî nivîsî. [405 lewendi_computer] Kovara 2000-e Doðru jî vê nivîsa me ya reklamê wergerand Tirkî û di hejmara xwe ya 1/12/1991-an de çap kir. [406 lewendi_computer] Lê ecêba mezin ew e ku van hevalan gotine qey bi rastî me şîrketek welê danîye. [407 lewendi_computer] Ji xwe welê xuya ye henekên me û yên hinekan an jî yên hin milletan naçin ber hev. [408 lewendi_computer] Çimkî wextekê dîsa me bi henekî got: Elvis Presley Kurd Derket, rojnama Hürriyetê nîv rûpel cih da vê xeberê û xwest îspat bike ku Elvis Presley ne Kurd e. [409 lewendi_computer] ...û MINKIR-NEKIR OGULLERÎYAN [410 lewendi_computer] Îcar çendekî berê kurdekî li Diyarbekirê bi navê »Cenaze ‹şleri ve malzemeleri« dikanek vekirîye. [411 lewendi_computer] Qey bihîstîye ku me şîrketa reklamê danîye, li ser vê yekê nameyek ji me re şandîye. [412 lewendi_computer] Dixwaze ku em bi Kurdî jê re çend nimûneyên reklaman çêkin. [413 lewendi_computer] Îcar me jî çend nimûne jê re çêkir û şand. [414 lewendi_computer] Ji wan nimûneyan yekê jî, em li vê derê çap dikin, ji bo ku dikandar û şîrket û dezgehên me yên din bibînin û »begem« bikin da ku em ji bo wan jî reklaman çêkin: [415 lewendi_computer] Servîsa kefen, tabût, telqîn, yasîn û hemû karên dunya wî alî tên kirin. [416 lewendi_computer] Paqij, erzan, bilez! [417 lewendi_computer] Kevirên goristanê tên nivîsandin. [418 lewendi_computer] Yasîn li ser mirîyê we tê xwendin. [419 lewendi_computer] Bedilheca we tê kirin. [420 lewendi_computer] Mirîyên we tê şuştin. [421 lewendi_computer] Telqîna mirîyan tê xwendin. [422 lewendi_computer] Kefenê we tê birrîn. [423 lewendi_computer] Li gor her termî tabût hene. [424 lewendi_computer] Mirî gotîye li ba me gotîye! [425 lewendi_computer] Şîrketa Minkir-Nekir Ogûllerîyan [426 lewendi_computer] Derê Mêrdînê-Diyarbekir. [427 lewendi_computer] Nivîskarê wê: Ne Tu! [428 lewendi_computer] Ez! [429 lewendi_computer] Çend roj berê ez li qahweyekê rûniştibûm. [430 lewendi_computer] Garsonê kafeyê hat ba min û got: [431 lewendi_computer] Çi dixwazî? [432 lewendi_computer] Min got: [433 lewendi_computer] Qahweyekê ji kerema xwe re. [434 lewendi_computer] Garson qahweya min anî danî ber min. [435 lewendi_computer] Wekî her gav min pêşî cixareyek derxist û vêxist. [436 lewendi_computer] Di pê re min şekir avêt qahwê, dawiyê min bi kevçî hêdî hêdî li hev xist. [437 lewendi_computer] Şekir û qahwe baş li hev geryan. [438 lewendi_computer] Min hilmek din jî ji cixara xwe kişand. [439 lewendi_computer] Lê ev hilma ne wek hilma her wextî bû. [440 lewendi_computer] Hilmek welê bû ku dûman heta binê pişika min a sipî çû, li jêr zemînî cîgera min ket û têde fetilî. [441 lewendi_computer] Di hemûyê fetlanokên cîgera min de gerya û ruyê xwe da ber bi jorê, hat nêzîkî qirikê, di wir re jî di bin zimanê biçûk re hat nava devê min, li ezmanê devê min ket û di nava devê min de gerya. [442 lewendi_computer] Li qulikekê, li riyekê digerya ku çawa bike derkeve der. [443 lewendi_computer] Xwe nêzî diranan kir, di ber diranan re xwe şemitand hat ket nabêna diran û lêvan, li wê derê jî xwe hinekî gevizand û di pê re xwe li bin çengê pidîyan xist û di nava herdu lêvan re derket der..! [444 lewendi_computer] Belê, a wê gavê diviya ku qultek qahwe bihata vexwarin. [445 lewendi_computer] Wele hema min hêdîka destê xwe yê rastê dirêjî qulpa fîncana qahwê kir. [446 lewendi_computer] Min hêdî hêdî fîncana qahwê rakir berbi devê xwe bir. [447 lewendi_computer] Lêv wek erdekî ku qet gîsin lêneketibe û li hêvîyê be, ji ber xwe ve ji hev vebûn. [448 lewendi_computer] Û fîncana qahwê pêre pêre xwe nêzî lêvan dikir. [449 lewendi_computer] Devê fîncana qahwê devê xwe danî ser lêva jêrîn, lêva jêrîn di wê gavê de wekî ku ji nû ve biafire vejîya! [450 lewendi_computer] Û di nava dev de tevgerek, diran ji alîkî de, ji alîkî de jî ziman, pidî, ezmanê dev û zimanê biçûk, hemû bi xwe vehesyan. [451 lewendi_computer] Di hemûyan de tevgerek, lebatek, te digo qey hemû ji do de li hêvîyê bûn. [452 lewendi_computer] Û gava ku fîncana qahwê hat ser lêvan, qahweya di hundurê fîncanê de êdî ber xwe nedî, wek korekî ku di çalekê werbe, hema xwe di ser lêva jêrîn re xuşikand hundur. [453 lewendi_computer] Lêv ji zewqa xwexuşi-kandina qahwê ji xwe ve çûbû, mest bûbû. [454 lewendi_computer] Temamê lebatên di dêv de ji nû ve vejîyabûn. [455 lewendi_computer] Lê qahwe li wê derê pir nesekinî, hêdîka xwe li bin çengê zimanê biçûk xist û di wir re xwe berra qirikê da. [456 lewendi_computer] Qirika ziwa ji do de li hêvîyê bû, lê qahwe nedisekinî, di wir re îcar xwe berra hûr da û di hûr de gerya, gerya, gerya heta ku mest bû, di quncikekî hûr de pal da...! [457 lewendi_computer] Û wele hema min destê xwe dirêjî xwelîdankê kir, cixara xwe girt û min hilmek din jî kişand. [458 lewendi_computer] Gava hun diçin qahwê, wekî herkesî ji xwe hun derî vedikin, derî vedibe, hun dikevin hundur. [459 lewendi_computer] Derîyê ku we vekiribû û hun tê re ketibûn hundur bi xwe tê girtin, ji ber ku »yaylî« ye. [460 lewendi_computer] Belê we derî vekir, hun ketin hundur, pêşî hun ê çavên xwe li maseyan bigerînin, ji xwe wekî hun jî dizanin û em jî dizanin , mumkun e hinekên din jî bizanibin, zatî Xwedê ji ewwel de dizane ku li qahweyan gelek mase û kursî hene. [461 lewendi_computer] Pêşî hunê çavên xwe li maseyan bigerînin, ger we maseyek vala dît wê wextê hun ê xwe nêzî wê maseyê bikin, lê divê maseya ku we dît bi kêmanî çar kursî li dorê hebin an na wê gavê nabe. [462 lewendi_computer] Belê we maseyek dît, we xwe nêzî masê kir, hêdî hêdî hun hatin ber maseyê, teb’en çenteyê we jî di destê we de ye. [463 lewendi_computer] Pêşî hun ê çentê xwe deynin ber masê, di pê re hunê ji çar kursîyan kursîyekê hinekî bi paş de bikşînin, we kursî bi paş de kişand bi şûn de îcar hûn ê bi centîlmenî û bi awayekî kontwarî paltoyê xwe ji xwe kin, ger havîn be wê gavê jî hun ê çakêtê xwe ji xwe kin. [464 lewendi_computer] Belê we ew jî kir, çakêt an palto muhîm nîye, em bibêjin palto. [465 lewendi_computer] Ger we paltoyê xwe jî ji xwe kir şûn de, îcar hun ê paltoyê xwe deynin ser wê kursîya ku we paş de kişandibû. [466 lewendi_computer] Belê karê we yê yekem diqede, îcar dor tê ser karê duwem. [467 lewendi_computer] Di halê duwemîn de îcar hun ê dest biavêjin -bê ma’ne- kursîya duwem, hun ê wê jî hêdî hêdî berbi xwe bikişînin û têxin rewş û halekî welê ku êdî hun karibin li ser rûnin. [468 lewendi_computer] Belê we kursîya duwem jî kişand û xist halê ku mirov bikaribe li ser rûne, karê we yê duwem jî qedya. [469 lewendi_computer] Karê sêyem jî li ser kursîya sêyem e, vêca aqibeta ku we bi serê kursîya yekem û duwem de anî, hun ê wê aqibetê bi serê kursîya sêyem de jî bînin, ango hun ê wê jî bikişînin bînin deynin nêzî kursîya duwem, ya çaran ew jî her weha hun ê wê jî deynin kêleka çepê ya kursîya duwem. [470 lewendi_computer] Belê we karê xwe yê bingehîn qedand. [471 lewendi_computer] Berîya rûniştinê hunê destê xwe bavêjin ji bêrîka xwe de, cixare û hestê xwe derxînin deynin ser masê, ji xwe xwelîdank ji berê de li ser masê heye, ger tunebe jî muheqqeq li ser maseyeke din heye, hun dikarin ji wê derê bigrin. [472 lewendi_computer] We ev kar jî qedand bi şûn de îcar hun ê hêdî hêdî û giran giran, bi stîleke kontwarî li ser kursîya duwem rûnin. [473 lewendi_computer] Kursîya sêyem ku li alîyê we yê rastê ye, hun ê wê bikşînin bin destê xwe yê rastê, kursîya çarem jî ku ew jî li alîyê çepê ye, hun ê wê jî bikşînin berbi xwe û destê xwe yê çepê jî deynin ser wê, herdu lingên xwe jî hunê berbi pêş dirêj bikin, ger kursîya pêncem hebe û hun lingê xwe deynin ser wê dê baştir bibe, lê tunebe jî wekî me got hun ê welê bikin. [474 lewendi_computer] Belê nesîheta me ya yekem ev e, ku we ev madde hemû bi cîh anîn şûn de êdî hunê li hêvîya şagirdê qahwê bin daku bila were we bavêje derve pardon, bê hemd ji devê min derket, na na, ne welê ye- belê şagird ê were, hun ê jî qahwe an çayekê jê bixwazin û bi dilekî rehet û bi bîhneke fireh hun ê qahwe an çaya xwe vexwin..! [475 lewendi_computer] Heta nesîheteke din bimînin di nav kursîyan de..! [476 lewendi_computer] Di nabêna 10-15-ê Îlonê de, li bajarê Stokholmê, ji alî Komela Deyndarên Telefonan ve konferanseke navnetewî li dar ket. [477 lewendi_computer] Ji gelek welatên cûr bi cûr ên Ewrûpayê zaf Kurdên belengaz ên deyndarên telefonan beşdarî vê konferansê bûn. [478 lewendi_computer] Deyndarên pîr ên ku ev serê 15 salan e deynê xwe nedane ji bo dîwanê hatin hilbijartin. [479 lewendi_computer] Li ser navê deyndarên ku çûne îcrayê Cilo Şekalxwar axifî. [480 lewendi_computer] Piştî wî Dîrok Telefonzan li ser tarîxa telefon û telefonçîyan axifî. [481 lewendi_computer] Di konferansê de axaftina herî balkêş ya Pirtêl Telefonbaz bû. [482 lewendi_computer] Pirtêl Telefonbaz di axaftina xwe de li ser rê û rêgayên belaşvekirina telefonan sekinî û rexne li metodên klasîk girt ku berê xelkê bi ben, mûm, rûj û perên welatên din telefonbazî dikirin. [483 lewendi_computer] Pirtêl Telefonbaz jibo telefonkirina belaş çend mîsal jî pêşkêşî konferansê kirin. [484 lewendi_computer] Mesela wî digot:«Saet 6’ê êvarê biçin mêvandarîyê, tam hûn li ser xwarinê ne, hema bi carekê rabin ser xwe û bibêjin, wî min ji bîra kir, gerek ez herim derve telefonî Dîyarbekir bikim, nuha li hêvîya min in. [485 lewendi_computer] Hûn jî dizanin ku mazûvan we ji ser nan bernade û hûnê jî ji mala wan belaş telefon bikin«. [486 lewendi_computer] Di konferansê de li ser pirs û pirsgirêkên deyn-darên telefonan û çareserkirina wê hat axifîn. [487 lewendi_computer] Mewzûyên ku di vê konferansê de li ser axifîn hinek jê ev bûn: [488 lewendi_computer] 1-Di telefonan de axaftina zêde û çareya wê. [489 lewendi_computer] 2-Di telefonê de stranan bi zarokan didin gotin. [490 lewendi_computer] 3-Zarokên nûzayî diqurincînin an jî dereke wan diguvêşin ku bigrî daku em jî dengê wan bibihîzin. [491 lewendi_computer] 4-Ji welêt telefon dikin û dibêjin »reqema telefona min ev e, de ji kerema xwe re telefonî min bike.« [492 lewendi_computer] Û hîn gelek muşkîleyên din. [493 lewendi_computer] Ji beşdaran yekî dilşewitî pêşniyarek anî ku wek biryar ji hemû endaman re nameyek were şandin daku hemû telefonên xerabe yên kolanên bajarên mezin bên tespît kirin. [494 lewendi_computer] Li dawîyê xelatek dan endamê herî deyndar Guhgiran Pirbêj. [495 lewendi_computer] »Te gune ye me pir xeber da « – I – [496 lewendi_computer] Elo! [497 lewendi_computer] Elo!? [498 lewendi_computer] Çawa yî? [499 lewendi_computer] Baş im. [500 lewendi_computer] Tu çawa yî? [501 lewendi_computer] Ez jî baş im. [502 lewendi_computer] Êêê, çi heye çi tuneye? [503 lewendi_computer] Wele saxî! [504 lewendi_computer] Êêê, hela bêje lo, daha daha çawa yî? [505 lewendi_computer] Wele baş im. [506 lewendi_computer] Êêê, tu çi dikî çi nakî? [507 lewendi_computer] Wele qet, tiştekî nakim. [508 lewendi_computer] Ma tuyê kengî werî? [509 lewendi_computer] Wa ye efû jî derket! [510 lewendi_computer] Belê derket, lê... [511 lewendi_computer] De were lo, wele me pir bêrîya te kirîye! [512 lewendi_computer] Min jî... [513 lewendi_computer] Ê yanê tuyê werî yan na? [514 lewendi_computer] Nizanim, hela ka em binêrin! [515 lewendi_computer] Em binêrin çi ye lo, de were lo! [516 lewendi_computer] Ê hela em mêzekin! [517 lewendi_computer] Ê de baş e, te gune ye me pir xeber da, ezê telefo-nê bidim xuşka te, hinekî jî bi wê re xeber de, baş e? [518 lewendi_computer] Baş e. [519 lewendi_computer] Ê de bi xatirê te, silavan li her kesî ke. [520 lewendi_computer] Ser çavan, tu jî silavan li herkesî ke. [521 lewendi_computer] A va ye ez telefonê didim xuşka te. [522 lewendi_computer] Baş e. [523 lewendi_computer] – II – [524 lewendi_computer] Elo, keko tu yî? [525 lewendi_computer] Erê ez im. [526 lewendi_computer] Tu çawa yî, baş î? [527 lewendi_computer] Wele baş im, Xwedê ji te razî be, tu çawa yî? [528 lewendi_computer] Wele ez jî baş im. [529 lewendi_computer] Êêê, çi heye çi tuneye? [530 lewendi_computer] Wele saxî, tiştekî xerîb tuneye. [531 lewendi_computer] Li ba we çi heye çi tuneye? [532 lewendi_computer] Wele tiştek tuneye. [533 lewendi_computer] Belkî we jî bihîstîye, ‘efû derketîye, ma tuyê werî? [534 lewendi_computer] Wele nizanim, hela em binêrin! [535 lewendi_computer] Wele me pir bîriya te kirîye, were! [536 lewendi_computer] Min jî, lê hela ez mêzekim! [537 lewendi_computer] Ê neyse, te gune ye, me pir xeber da, ez bidim dayê. [538 lewendi_computer] Ê de baş e, bidê. [539 lewendi_computer] A ez didimê, de bi xatirê te, silava li herkesî ke. [540 lewendi_computer] Oxirbe, tu jî silava li herkesî ke! [541 lewendi_computer] III – [542 lewendi_computer] Lawo, Mahmûdo, tu yî? [543 lewendi_computer] Erê dayê ez im, ez. [544 lewendi_computer] Lawo ma tu çi dikî, tu li ku yî, ma tu qet li me napirsî. [545 lewendi_computer] Ma tu nabêjî ev diya min heye, tuneye, wele te em ji bîr ve kirin! [546 lewendi_computer] Na wele dayê, wîîî, ma ez qet we ji bîr ve dikim. [547 lewendi_computer] Êêê dayê, hela bêje, tu çawayî, baş î? [548 lewendi_computer] Ê de wele hema ez çi bibêjim, hema ez baş im, hema bira hun sax bin bes e. [549 lewendi_computer] Êêê hela bibêje lê, tu weha rindî-rehet î? [550 lewendi_computer] Wele hema ez tenê meraqa te dikim. [551 lewendi_computer] Hema bira min tu bidîya besî min bû. [552 lewendi_computer] Ê qey emê hevûdu bibînin lê! [553 lewendi_computer] Ê de qey! [554 lewendi_computer] Ma Mahmûdo waye dibêjin ‘efû derketîye, qey tuyê neyê? [555 lewendi_computer] Wele niza’ dayê, hela ez mêzekim! [556 lewendi_computer] Tuyê çi mêzekî lo, ma tuyê heta kengî li wan derana bî? [557 lewendi_computer] Ê qey emê werin lê! [558 lewendi_computer] Ê de maşalê! [559 lewendi_computer] Hema Xwedê tevayî karê we be. [560 lewendi_computer] Xwedê ji te razî be! [561 lewendi_computer] Ê de Mahmûdê min bes e, te gune ye, me pir xeber da, ezê telefonê bidim birê te. [562 lewendi_computer] Ê baş e, bidê. [563 lewendi_computer] Ê de bi xatirê te, têm herdu çavên te, silavan li herkesî ke. [564 lewendi_computer] Oxir be, ez jî têm destên te, tu jî silavan li herkesî ke. [565 lewendi_computer] Ê ez vaye telefonê didim birê te. [566 lewendi_computer] Ê de baş e! [567 lewendi_computer] Elo, merheba Ahmed, çawayî? [568 lewendi_computer] Baş im, tu......... [569 lewendi_computer] (Birê min jî kêm-zêde eynî tişt tekrar kirin, wî jî telefon da birayê minê mezin, wî jî eynî tişt tekrar kirin û da bavê min wî jî eynî tişt tekrar kirin »te gune ye me pir xeber da«... Û di dorê de hîn 3 xuşk, 2 bira, 8 zarokên wan, 2 mêvan û 3 cîran hene.) [570 lewendi_computer] Of! [571 lewendi_computer] Ji xwe aciz im, bi xwe re ranagrim ku ji xew rabim, lê divê ku rabim, ji ber ku dibistan di heşt û pazdehan de dest pê dike, seet jî heşt kêm bîst, heta ku rabim û cilên xwe li xwe kim, bê xurînî yan bigihîjim yan negihîjim. [572 lewendi_computer] Rabûm. [573 lewendi_computer] Min hinek av li ruyê xwe kir, bi xawlîyê ser çavê xwe zuha kir şûn de, li ber eynikê min porê xwe şeh kir. [574 lewendi_computer] Bi por şehkirinê re min li eynikê jî dinihêrt, hema bi derbekê min hew dît ku di eynikê de şiklek! [575 lewendi_computer] Çi şikil bû! [576 lewendi_computer] Çi ruyekî ecêb û tahl û tirşokî û pozekî xwaro-maro, du çavên nîvçexewî û bijangên bi kêlîşk. [577 lewendi_computer] Demeke dûr û dirêj ji ciyê xwe nelepitîm û min yê eynikê me li hev nihêrt, em bi hev re wek hev hinekî fikirîn, em bi paşde, bi şûn de çûn, em çûn wan rojên paşerojên borî..! Min jê pirsî: [578 lewendi_computer] Gelo salên te çend in? [579 lewendi_computer] Got: [580 lewendi_computer] Ê min jî! [581 lewendi_computer] Di nav van 50 salan de te çi kir? [582 lewendi_computer] Qet, tenê çûn û hatin, xwarin û vexwarin û tuwalet! [583 lewendi_computer] E jî her wekî te...! [584 lewendi_computer] Ê tu nuka çi dikî? [585 lewendi_computer] Li kar digerim! [586 lewendi_computer] E jî..! Qedya [587 lewendi_computer] »Ev romana kurt, min ji bo wê yekê nivîsî daku li dunyê di warê edebîyatê de bila qala me jî bikin.« (Ji Hevpeyivîna bi Hemo Temo re, ji kovara Ting û Ring). [588 lewendi_computer] Li jêrê em vê romana kurt a Hemo Temo seranser pêşkêşî we dikin. [589 lewendi_computer] (Piştî du rûpelên vikîvala yên saya û sipî, navê nivîskar û romanê careke din hatiye nivîsîn. [590 lewendi_computer] Li dû wê rûpelê jî îcar dîsa rûpelek sipî û saya û li ser rûpela piştî wê jî navê çapxane, weşanxane, yê ku bergên wê çêkirine, tarîxa çapê, ciyê çapê, adres, copyrait û reqema ISBN hatine nivîsîn. [591 lewendi_computer] Li dû wê dîsa rûpeleke vala û pişt re li ser rûpela din, li jêra rûpelê bi herfên xwarovîçkî hatiye nivîsîn ku »Ez vê romana xwe pêşkêşî xaltîk û metika xwe û hemû kalmêr û jinepîrên Kurdistanê dikim«. [592 lewendi_computer] Pişt re dîsa rûpelek sipî û saya û vala û paşê roman dest pê dike. [593 lewendi_computer] Her weha nivîskar di dawîya romana xwe de nivîsîye; »Qedya« yanê »The End«): [594 lewendi_computer] Dunya sar bû. [595 lewendi_computer] Derî lêket. [596 lewendi_computer] Kî ye? [597 lewendi_computer] Ez im, ez Temo! [598 lewendi_computer] Derî vebû. [599 lewendi_computer] Wî Temoyê min tu bi xêr hatî, were hundur. [600 lewendi_computer] Temo ket hundur. [601 lewendi_computer] QEDYA [602 lewendi_computer] Serê sibê zû saet şeş, balafira me li balafirgeha Şamê daket. [603 lewendi_computer] Em ji balafirê peyabûn hatin cihê paskontrolê. [604 lewendi_computer] Ji ber ku sibe bû, piranîya polîs û memû-rên paskontrolê ji xwe re li ser text û sedirên balafirxanê razabûn. [605 lewendi_computer] Tenê du polîs şîyar bûn. [606 lewendi_computer] Û kontrola paseportan dikirin. [607 lewendi_computer] Em çar heval hatin ber kontrolê. [608 lewendi_computer] Pêşî min pasaporta xwe da polîs, demeke dûr û dirêj li pasaporta min nihêrt, li min nihêrt, li hevalê xwe nihêrt, dîsa li pasaportê nihêrt û dîsa li min nihêrt û bi îngilîzîyeke erebkî pirsî: [609 lewendi_computer] Navê te çi ye? [610 lewendi_computer] Mahmûd. [611 lewendi_computer] Bo çi li vêderê Muhemmed e? [612 lewendi_computer] Na, Mahmûd e! [613 lewendi_computer] Na, Muhemmed e! [614 lewendi_computer] Na, Mahmûd e, lê bi alfaba Tirkî hatiye nivîsîn û Tirk jî wek tu dibînî »Mahmut« dinivîsin, ji ber wê ye belkî tu welê dibînî. [615 lewendi_computer] Na, na, ne welê ye, li vê derê Muhemmed hatiye nivîsîn! [616 lewendi_computer] Na, babo, welleh na, Mahmûd e! [617 lewendi_computer] Ma ez bi navê xwe zanim yan tu? [618 lewendi_computer] Neyse, ez serê we neêşînim, »na Mahmûd e«, »na Muhemmed e«, min nihêrt ku emê nexin serê hev û serê hev biêşînin, min got »baş e babo, de bila wekî te be, bila Muhemmed be« [619 lewendi_computer] Îcar got: [620 lewendi_computer] Na, madem Muhemmed e, te çima got Mahmud, ma qey tu bi navê xwe nizanî? [621 lewendi_computer] Ohoo! [622 lewendi_computer] De îcar were ji vî belayî xelas be! [623 lewendi_computer] Neyse, hevalekî ku berê rastî bûyerên weha hatîye, yanê xwedî tecrube, xwe di berra kir û bi Kurdî got »Mahmûd 10 dolara bidê temam e!«. [624 lewendi_computer] Polêsê Ereb Kurdî fam nekir, lê dolar fam kir. [625 lewendi_computer] Bi dengê dolarê re nûr ket ruyê wî û veciniqî. [626 lewendi_computer] Û li min nihêrt wekî ku bibêje »bi ya hevalê xwe bike«. [627 lewendi_computer] Min jî bi ya hevalê xwe kir. [628 lewendi_computer] Bi deh dolaran ez ji navê Muhemmed xelas bûm. [629 lewendi_computer] Du hefteyên me li Sûrîyê neqediya, welweleyek ket nav xelkê. [630 lewendi_computer] Xelk û qaçaxçîyên mezin li bin guhê hev ketin. [631 lewendi_computer] Ew û hukmat bi hev ketin. [632 lewendi_computer] Çar ji wan û dudu ji hukmatê hatin kuştin. [633 lewendi_computer] Li dawîya dawîyê hukmat bi ser ket û cixare ji pîyasê rabûn. [634 lewendi_computer] Ê min, ev nêzî bîst salan e ku ez cixarê dikşînim. [635 lewendi_computer] Û ez tu carî jî bê cixare nemame. [636 lewendi_computer] Îcar bi ser de li welatekî wek Sûrîyê ku rehên esebîyeta mirovî her deqqe radibin ser piyan, ger cixare jî nebe divê mirov ya xwe yan jî hinekan bikuje. [637 lewendi_computer] Neyse di wê tengasîyê de me hefteyekê bi titûna qaçax a ku ji serxetê di-hat îdare kir. [638 lewendi_computer] Lê paşê ew jî bi dest me neket. [639 lewendi_computer] A îcar nebû! [640 lewendi_computer] Me çiqasî hewl da qet nebû, heta rişwet û bertîlê jî daxî pere nekir. [641 lewendi_computer] Wele em mecbûr man me partî kirin dewreyê. [642 lewendi_computer] Ji hevalan yekî telefonî partîya Hemdînê Bajarî kir, yek ji mekteb-siyasî ya partîya Hemdîn hat ba me û bi dilekî şikestî got: [643 lewendi_computer] Ev du hefte ye ku ji tirsa cixarê me civîna komîta merkezî li dar nexistîye, çunkî em ditirsin ku endamên me di civînê de bi hev kevin, cixare jî tuneye ku wan nerm bike, ji ber wê jî me civînên xwe avêtin piştî ku cixare derkevin piyasê. [644 lewendi_computer] Lê camêr navê hevalekî partîya Şemdîn el-Fellehî da. [645 lewendi_computer] Me telefonî berpirsîyarekî wan kir, me wext û cih tesbît kir û li wî ciyê ku me soz dabû hev, me hevûdu dît. [646 lewendi_computer] Camêrê ku li ser navê Partîya Şemdîn el-Fellahî hatibû, wî jî em birin ba endamekî hizbekî îştîrakî ya Sûrîyê, bi wasita wî me yekî Baasî dît. [647 lewendi_computer] Wî jî got: [648 lewendi_computer] Hevalekî min î ”exwan” heye, belkî ew bikaribe ji me re peyde bike. [649 lewendi_computer] Dikana wî heye, li filan derê ye, ka bisekinin ez telefonî wî bikim. [650 lewendi_computer] Camêrê me yê Baasî telefoneka xweş a erebî kir. [651 lewendi_computer] Li şûna ku di nav deqeyekê de bibêje ”cixare heye-tuneye?” camêr ji nîv saetê zêdetir bi hevalê xwe yê ”exwan” re suhbet kir. [652 lewendi_computer] Piştî suhbeta erebkî ya bi telefonê, li gel Baasîyê xwe me berê xwe da dikana biraderê ”exwan”. [653 lewendi_computer] Em hatin serê kuça mêrikê exwan, hevalê Baasî li serê kuçê sekinî û bi desta dikaneke goştfiroş nîşanî me da û got: [654 lewendi_computer] Aha ew e, lê dîqqet bikin, bila kes bi we nehese ku hûn cixarê dikirin. [655 lewendi_computer] Ezê neyêm, çimkî hevalên min ên Baasî ewê bixeyidin ku ez herim dikana yekî exwan! [656 lewendi_computer] Me got ”baş e” û me da rê. [657 lewendi_computer] Em hatin ber deriyê dikanê. [658 lewendi_computer] Dêmax qey hevalê me yê Beesî ji hevalê xwe yê exwan re şikl û şemalê me tarîf kirîye, çawa ku em çûn ber derî, exwanê me em naskirin. [659 lewendi_computer] Ney-se piştî ”selam û eleykum” û ”eleykume selam” û ”ehlen bîkum” û ”keyfekum” û ”halekum”. [660 lewendi_computer] Mêri-kê goştfiroş bi çavan îşaret da me, em bi dizî ketin hundurê dikana wî. [661 lewendi_computer] Di dikanê de em ketin odeyeke din. [662 lewendi_computer] Em li wê rawestîyan. [663 lewendi_computer] Goştfiroş çû dawîya odê, ji binê laşekî ga pakêtek Marlboro derxist û da min. [664 lewendi_computer] Min jî pênc qat zêdetir heqê wî dayê û min cixare xist bêrîka xwe û bi gelek »şukren« û »kitîr şukren«an min xatir jê xwest û em ji dikanê derketin. [665 lewendi_computer] Heta roja ku ez ji Sûrîyê vegeryam jî, ji bo derman jî cixare li piyasê tunebûn. [666 lewendi_computer] Li hêla Mêrdînê, li gundê ’Ewêna her kes xwedî ker e. [667 lewendi_computer] Gundî her şev li mala yekî rûdinin û behsa başî û xurtîya kerên xwe dikin. [668 lewendi_computer] Her şeva ku gundî li oda gund dicivin, mellê gund jî her tim li wê ye, guhdariya wan dike. [669 lewendi_computer] Rojekê serê sibê Melle li kerê xwe siwar dibe û berê xwe dide derveyî gund. [670 lewendi_computer] Gundîyek li ser xênî ji Mellê dipirse: [671 lewendi_computer] Bi ku de diçî Melle? [672 lewendi_computer] Melle mirûzê xwe tirş dike û bi ruyekî nîvxeyidokî dibêje: [673 lewendi_computer] Ez êdî li vî gundî namînim, ev gund ji min re heram e! [674 lewendi_computer] Gundîyê ser xênî: [675 lewendi_computer] Çima Melle? [676 lewendi_computer] Kanê bêje çi bûye? [677 lewendi_computer] Hinek gundîyên din jî tên, hemû li hev şaş dimînin, ji hev dipirsin, lê tu kesek pê nizane ku Melle ji bo çi xeyidîye. [678 lewendi_computer] Gundîyek jê dipirse, Melle jî dibêje: [679 lewendi_computer] Ma xwedê jê razîno, ev serê çend mehan e ku ez li gundê we me û melletîya we dikim, hûn her şev rûdinin qala kerên xwe dikin, we tu rojekê qala kerê min nekirîye. [680 lewendi_computer] Ma ev e însanetî, ev e musulmanî? [681 lewendi_computer] Gundî hemû li hev dicivin, paşî digihîjin biryarekê ku gundîyek li ser xênî biqîre û bide diyarkirin ku kerê Mellê li gund baştirîn ker e û gundîyek derdikeve ser xênî û diqîre û weha dibêje: [682 lewendi_computer] ’Ewêna xweş ’Ewêna [683 lewendi_computer] Sê sed û sî ker lê na [684 lewendi_computer] Serekê di kera kerê di Mellê na! [685 lewendi_computer] Piştî vê anonsê kêfa Mellê tê û berê xwe dide mizgefta gund! [686 lewendi_computer] Kurdek mir -li ser bextê melê be-, defn kirin. [687 lewendi_computer] Minkîr û Nekîr hatin ser û jê pirsîn: [688 lewendi_computer] Bêje ey qûl, kî ye Xwedayê te? [689 lewendi_computer] Kurd: [690 lewendi_computer] We çi ji min e, ma hûn bavê min in, xwedîyê min in? [691 lewendi_computer] Her kes û raya xwe, hûn kî ne? [692 lewendi_computer] Minkîr û Nekîr ecêbmayî dimînin, cara pêşî ye ku qûlek li hember wan weha qise dike. [693 lewendi_computer] Minkîr û Nekîr: [694 lewendi_computer] Em? [695 lewendi_computer] Ma em qasidê Xwedê ne, qey tu bi me nizanî? [696 lewendi_computer] Zû bersiva me bide, kî ye Xwedayê te? [697 lewendi_computer] Kurd li cinnehê di destê wan de dinihêre û ji xwe re dibêje: »Hema bi Xwedê serê min here Yemenê û ewraqên min jî bavêjin mahkemê dîsa jî ez ji yeka xwe danayêm«. [698 lewendi_computer] Û ji wan re dibêje: [699 lewendi_computer] We çi ji min e, hûn kî ne? [700 lewendi_computer] Minkîr û Nekîr dinihêrin ku nabe, ji mecbûrî vedigerin diçin ba Xwedê û meselê ji wî re dibêjin. [701 lewendi_computer] Bîhna Xwedê teng dibe, diqehere, ditengije, kef bi ser devê wî dikeve û diqîre: [702 lewendi_computer] Kî ye ew qûlê min ê zindîq, zû wî bînin cem min! [703 lewendi_computer] Minkîr û Nekîr tên, yaxe paçe Kurdê me digrin û dibin ba Xwedê. [704 lewendi_computer] Xwedê jê re dibêje: [705 lewendi_computer] Ey qûlê min, ew tu yî ku tu bersiva firîşteyên min nadî ha? [706 lewendi_computer] Kurdê me ji xof û heybeta Xwedê hinekî ditirse, lê dîsa jî ji yeka xwe nayê xwarê û devê xwe dike guhê Xwedê, bi dizîka jê re dibêje: [707 lewendi_computer] Ezê ji te re raya xwe bibêjim, lê divê tu sond bixwî û bibêjî »bi şeref ezê ji kesî re nebêjim« wê wextê ezê ji te re bibêjim kî ye Xwedayê min! [708 lewendi_computer] Xwedê metilmayî dimîne ku qûlek çawa dikare li ber wî weha qise bike. [709 lewendi_computer] Lê Xwedê meraq dike ku Kurdê me ewê çi bibêje. [710 lewendi_computer] Ji ber wê yekê Xwedê dibêje: [711 lewendi_computer] Bi şeref û namûs ezê ji tu kesî re nebêjim! [712 lewendi_computer] Kurdê me dîsa devê xwe dike guhê Xwedê û bi dizîka jê re weha dibêje: [713 lewendi_computer] Her çendî dilê min dişehite jî, lê ezê bibêjim. [714 lewendi_computer] Heke bi rastî tu Xwedê [715 lewendi_computer] bî, hema Xwedayê min tu yî! [716 lewendi_computer] Xwedê: [717 lewendi_computer] Baş e, lê te çima ji ferîşteyên min re nedigot? [718 lewendi_computer] Kurd: [719 lewendi_computer] Welle ji min tirê, min got qey ew jî ji îstixbarata hukmata Sûrîyê bûn. [720 lewendi_computer] Jinek ciwan di dadgehê de gilîyê mirovekî dike. [721 lewendi_computer] Hakim jê dipirse: [722 lewendi_computer] De ka bibêje gilîyê te çi ye? [723 lewendi_computer] Jinik: [724 lewendi_computer] Hakim efendî ez vî merivî gilî dikim, lewra li ber otobosê dest avêt ji qirika min de dikira ez bifetisandama û bikuştama! [725 lewendi_computer] Hakim vedigere ser mirovî, jê dipirse: [726 lewendi_computer] Te çima xwest ev jinika bifetisanda û bikuşta haaa, de ka bibêje sebeba wê çi bû? [727 lewendi_computer] Mêrik radibe pê û dest pê dike dibêje: [728 lewendi_computer] Hakim efendî welleh rast e, min dikira ew bifetisanda lê xelkê dora me ew ji destê min xelas kir an na minê ew bikuşta! [729 lewendi_computer] Hakim şaş dibe, metilmayî dimîne û dîsa dibêje: [730 lewendi_computer] Ê de ka hela bibêje ji bo çi? [731 lewendi_computer] Mêrik dest pê dike: [732 lewendi_computer] Hakim efendî seet pêncê êvarî bû. [733 lewendi_computer] Ez ji kar der-ketim û seet di pênc û nîvan de jî mêvanên min wê bihatana malê. [734 lewendi_computer] Ji ber wê yekê diviya ku ez hinekî zûtir biçûyama malê. [735 lewendi_computer] Û min lez kir ez hatim ber sekinoka otobosan, li sekinokê em ketin rêza bilêtkirrî-nê, wê wextê ev jinik jî li pêşîya min bû. [736 lewendi_computer] Dor hat wê, çû ber cîyê bilêtfirotinê, ez jî li pişt wê me, lê ez gelekî lez dikim ku ez zû bilêtê bikirim daku bigihîjim malê, ji ber ku mêvan ê werin. [737 lewendi_computer] Belê hakim efendî, vê jinikê destê xwe avêt ji çentê xwe yê mezin de, devê çentê mezin vekir, çenteyek biçûk jê derxist û devê çentê mezin girt û devê çentê biçûk vekir, ji çentê biçûk pere derxist, devê çentê biçûk girt, dîsa devê çentê mezin vekir, çentê biçûk xist hundurê çentê mezin û devê çentê mezin girt û perê ku ji çentê biçûk derxistibû da bilêtfiroş. [738 lewendi_computer] Bilêtfiroş bilêtek dayê. [739 lewendi_computer] Vê jinikê dîsa dest pê kir devê çentê mezin vekir, çentê biçûk ji hundurê çentê mezin derxist, devê çentê mezin girt, devê çentê biçûk vekir, bilêta ku bilêtfiroş dayê xist hundurê çentê biçûk û devê çentê biçûk girt û dîsa devê çentê mezin vekir, çentê biçûk xist hundurê çentê mezin û devê çentê mezin jî girt. [740 lewendi_computer] Îcar bilêtfiroş perê jibermayî dayê, vê jinikê dîsa dest pê kir devê çentê mezin vekir, çentê biçûk ji hundurê çentê mezin derxist, devê çentê mezin girt û devê çentê biçûk vekir, perê ji ber mayî xist hundurê çentê biçûk, devê çentê biçûk girt, dîsa devê çentê mezin vekir, çentê biçûk xist hundurê çentê mezin û devê çentê mezin girt... [741 lewendi_computer] Hakim hema radibe pê û dibêje: [742 lewendi_computer] Te çima nekuşt, te çima nekuşt....? [743 lewendi_computer] Ji şaîrên me yên kevntirîna yek jî Seyda Berde ye. [744 lewendi_computer] Mirov dikare bibêje ku li Rojhilatê şaîrê herî kevn ew e. [745 lewendi_computer] Tarîxa zayîna Seyda Berde kifş e; 200 sal berî zayîna Îsa. [746 lewendi_computer] Lê tarîxa mirina wî hîn nehatîye kifşkirin. [747 lewendi_computer] Ji ber ku Seyda Berde hîn nemirîye û nehatîye kuştin, lê çi wexta ku bimire an jî were kuştin, soz emê berî herkesî tarîxa mirin an kuştina wî binivîsin. [748 lewendi_computer] Seyda Berde di warê edebîyat, tarîx, coxrafya, sosyolojî, felsefe, psîkolojî, astrolojî, bîyolojî, fîlolojî, zoolojî, patalojî, mîkrobîyolojî, sîsmolojî, fîlmolojî, derewlojî û di gelek lojîyên din de gelek zana bû -pardon- zana ye, (çimkî hîn nemirîye, ji ber wê jî divê ku ji alî gramatîkê ve em dema nuha bi kar bînin). [749 lewendi_computer] Seyda Berde bi gelek zimanan jî dizane. [750 lewendi_computer] Herwekî zimanê însanan, zimanê heywanan, zimanê kêzik û kurmikan û yê mêş û kelmêşan. [751 lewendi_computer] Lê Seyda Berde berhemên xwe bi tevayî bi zimanê însanan dinivîse. [752 lewendi_computer] Tenê çend helbestên xwe bi zimanê mêşan (ji mêşan jî mêşên hingivîn) nivîsîye. [753 lewendi_computer] Em li vê derê wek nimûne helbesteke wî ya ku bi zimanê mêşî nivîsîye çap dikin. [754 lewendi_computer] Dibe ku hun jê fam nekin, lê gava ku Seyda Berde ji pirtûkên xwe, Ferhenga Mêşî û Însanî çap kir, wê wextê hun dikarin li wê ferhenga wî binêrin û ana gore ji helbestê fam bikin. [755 lewendi_computer] Helbesta wî ya bi zimanê mêşî ev e: [756 lewendi_computer] Izezizim [757 lewendi_computer] Izezizim, izezizim, [758 lewendi_computer] Izez, izezîzê lizezizim, [759 lewendi_computer] Bizerdize, bizerdize [760 lewendi_computer] Bizin tize izerdize [761 lewendi_computer] Sizeydiza Bizerdize [762 lewendi_computer] (ev jî bi zimanê mêşî navê wî ye) [763 lewendi_computer] Belê, wekî me got, Seyda Berde di gelek waran de xebitîye û ew kesekî ji her alî de pir alî ye. [764 lewendi_computer] Seyda Berde pirtûkên li ser tarîx, coxrafya û ziman ne têde, heta nuha 40 dîwan nivîsîne, lê hîna nexistine çapê. [765 lewendi_computer] Dîsa Seyda Berde nêzî 60 pirtûkên din jî dane pêş xwe, ger jîyana wî têr bike, ewê wan jî binivîse. [766 lewendi_computer] Yanê wek plan di hişê wî de ye. [767 lewendi_computer] Li ser Seyda Berde mirov bi hezaran kitêban binivîse dîsa têr nake. [768 lewendi_computer] Lê emê çend nimûneyan ji helbest û nivîsên Seyda raxin ber çavan wê gavê hunê baştir ji Seydayê me fam bikin: [769 lewendi_computer] Ez û yarê Ez û yarê Li bin darê Bi hev şa bûn Ta êvarê. [770 lewendi_computer] Tefşo Tefşo, hevşo Te got tefşo Min got hevşo Kalkê min pîrika te Bir paş hevşo! [771 lewendi_computer] Ji herdu helbestên Seyda jî hin rastîyên civatê tên xuyakirin, wexta ku hun hûr û kûr û dûr bifikirin. [772 lewendi_computer] Helbesteke wî ya tesawuffî: [773 lewendi_computer] Bisîmela, bi sî mella Bi simêlê bîst mella E’ l’ hemamê, Tu l’ çola E’ j’ rehmana tu j’ filla, Malek min dî Li wî gundî Têda keçek Bûk bi pêçek. [774 lewendi_computer] Seyda Berde, gelek meqale û gotar û nivîsar jî nivîsîne. [775 lewendi_computer] Nuha emê çend rêz ji meqaleyeke wî ya menşûr ku di kovara TING Û RING de derketibû raxin ber çavan daku hun bibînin Seydayê me çi felsefeyeke kûr û dûr bi kar anîye: »...û tarî daket, çimkî roj çûbû ava, gava ku roj diçe ava êdî dibe êvar, ji ber ku dunya gulover e.« [776 lewendi_computer] Belê hun jî dibînin ku Seydayê me çi huner û sin’et bi kar anîye. [777 lewendi_computer] Nuha jî emê du helbestên Seyda ku bi wezna arûz hatine nivîsîn pêşkêşî we bikin. [778 lewendi_computer] Wî ev herdu helbestên xwe jî li ser Mîrkutê nivîsîne. [779 lewendi_computer] Lê em nizanin qesda Seyda ji Mîrkutê çi ye. [780 lewendi_computer] Herdu helbestên wî ev in: [781 lewendi_computer] Mîrkut-1 Vî mîrkutî pir dil şewand Birînên kevnare kewand Singên di erdê de tewand Feryad ji destê mîrkutê Mîrkut, mîrkutê kalanî Dar û gopal tev hilanî Li bin banî, li ser banî Feryad ji destê mîrkutê. [782 lewendi_computer] Mîrkut-2 Min qebûle das û çakût û tevr û bêr û sîrkut Min nevêt qet tiştekî din, min nevêt tu car mîrkut. [783 lewendi_computer] Xwedîyê vê meqalê Muxtarê Qanqirtê bû, lê piştî ku ew mir, meqala wî ji lawê wî Hemerîkê Rûşuştî re ma. [784 lewendi_computer] Tê gotin dînekî kevirek avêtîye bîrekê, çil biaqilan nikarîbûne derxistana. [785 lewendi_computer] Gerçî ez ne dîn im lê welê xuya ye çil kesên pir biaqil bi hişkî û kûr û dûr li ser vî kevirê me xebitîne da ku ji bîrê derxin. [786 lewendi_computer] Di 1985-an de Eşref Okumuş ji Stokholmê ji min re nameyek şandibû di wê nameya xwe de bi nîv-henekî behsa Elvîs Presley kiribû û dîsa bi nîv-henekî dixwest kurdbûna wî bide îspatkirin. [787 lewendi_computer] Û hetta ji bo ku bide îspatkirin bi navê »el wî serî« nîvstranek jî nivîsîbû. [788 lewendi_computer] Îcar hinekî bi tesîra wê nîvsitranê, hinekî jî ji bo henekan min ev gotara li ser Elvis Presley nivîsî. [789 lewendi_computer] Îcar xwezîka Eşref ew name ji min re neşanda û min jî ji wê namê îlham negirta û ev meqaleya nenivîsanda. [790 lewendi_computer] Çimkî paşê hinek kurdên me yên Kurdistana Başûr bi rastî bawerî pê anîn û derhalkê rabûn ev meqala me wergerandin ser tîpên erebî û li Iraqê belav kirin ku Elvis Presley kurd e. [791 lewendi_computer] Piştre kovara Medya Güneşîyê di quncikê henekan a kovarê de ev meqale dîsa çap kir. [792 lewendi_computer] Tu çima nabêjî nebxêrekî rojnama Hürriyetê li vê yekê varnaqile. [793 lewendi_computer] Û wele camêrê me jî hema radibe vê meqala me ji Medya Güneşîyê digre werdigerîne tirkî û bi sernivîsa »Derewên Kurdan« di rojnama Hurrîyetê de çap dike. [794 lewendi_computer] Û li kêleka nivîsa me jî rismê rastîn ê Elvis Presley, rismê dê û bavê wî jiyana wî ya rastîn hemûyî dinivîse. [795 lewendi_computer] De were ji bin vî barî derkeve. [796 lewendi_computer] Ez nikarim derkevim. [797 lewendi_computer] Lê hema ezê tenê wê meqaleyê û tiştên ku xelkê li ser nivîsîne li vir pêşkêşî we bikim bes e. [798 lewendi_computer] Zimanzan, tarîxçî, fîlo-sosyolog Dr. [799 lewendi_computer] Zikmak Çilziman di Kombûna Komcivîna Hemû Zimanzanên Dunyayê de, li Parîsê dîtineke nû pêşkêşî hemû zimanzanan kir. [800 lewendi_computer] Û her weha ji alî me de jî rastîyek derxist ronahîyê ku heta nuha nehatibû kifş kirin. [801 lewendi_computer] Dr. [802 lewendi_computer] Zikmak Çilziman gava ku ev teorîya xwe -ku êdî hatîye îspatkirinpêşkêşî zimanzanên dunyayê kiribû, hemûyên zimanzanan mit û mat mabûn. [803 lewendi_computer] Devê hemûyan nîv mîtro ji hev vebûbû. [804 lewendi_computer] Hela tewr, şiklê jihevvebûna devê hinekan gelek eccayîb xuya dikir. [805 lewendi_computer] Ji ber ku wan nedixwestin vê rastîyê qebûl bikin. [806 lewendi_computer] Bi taybetî jî zimanzanên Amerîkayî li xwe heyirîbûn, şaş mabûn. [807 lewendi_computer] Çimkî ev dîtina nuh, ango teorîya Fîlo-Sosyolog Dr. [808 lewendi_computer] Zikmak Çilziman, ji alî emperyalîstan ve heta nuha hatibû veşartin. [809 lewendi_computer] Lê, Fîlo-Sosyologê me yê jîr û qehreman xwe pê re gihand û ew ji bo me û ji bo hemûyê Rojhilata Navîn derxist ronahîyê. [810 lewendi_computer] Belê ev darbeyeke gelek mezin e ku wê li emperyalîstên rastîxur bikeve. [811 lewendi_computer] Zimanzan û fîlo-sosyologên Amerîkayî ku ew jî beşdarî Kombûna Komcivîna Kongreya Hemû Zimanzanên Dunyê bûbûn, hinek ji wan ji salona kongrê derketin derve. [812 lewendi_computer] Derhalkê, telefon, teleks, têlgiraf, FBI, CIA, MOSSAD, hemû ji xew şîyar kirin. [813 lewendi_computer] Çi bû ev teorîya Fîlo-Sos. [814 lewendi_computer] Dr. [815 lewendi_computer] Zikmak Çilziman? [816 lewendi_computer] Belê, Fîlo-Sos. [817 lewendi_computer] Dr. [818 lewendi_computer] Zikmak Çilziman di komcivînê de bi dûr û dirêjî li ser vê meselê sekinî. [819 lewendi_computer] Emê gotinên Fîlo-Sos’ê me li vê derê bi kurtî pêşkêşî we xwendevanan bikin. [820 lewendi_computer] Li gor dîtina Dr.’yê me, dengbêjê bi nav û deng û menşûr Elvis PRESLEY Kurd e.! [821 lewendi_computer] Belê belê, hûn çewt naxwînin. [822 lewendi_computer] Ev dîtineke rast e û ji alî Dr.’yê me jî hatîye îspatkirin. [823 lewendi_computer] Eslê Elvis ji Kurdistana Tirkîyê ye. [824 lewendi_computer] Ew li hêla Mêrdînê, li qeza Kercewsê hatîye dunyê. [825 lewendi_computer] Navê bavê wî Gendo ye. [826 lewendi_computer] Navê diya wî Etê ye. [827 lewendi_computer] Di wexta »mecbûrî îskanan« de bavê Elvis ji Kercewsê surgûnî Şîkagoyê dikin. [828 lewendi_computer] Ew jî mecbûr dimîne bi bavê xwe re diçe Şîkagoyê. [829 lewendi_computer] Wexta ku diçin Şîkagoyê, wê wextê Elvis hê çardeh salî ye. [830 lewendi_computer] Gava ku Elvis li Kercewsê bû, dergîstîyeke wî jî hebû, navê wê jî Herlibendê bû. [831 lewendi_computer] Lê mixabin gava ku Elvis diçe Şîkagoyê, dergîstîya wî jî li Kercewsê dimîne. [832 lewendi_computer] Elvis li Şîkagoyê ji ber xerîbîyê û bi taybetî û xaseten ji ber agirê evîna Herlibendê, dest pê dike sitranan dibêje. [833 lewendi_computer] Sitranên wî bi carekê de li Amerîka û Awrûpayê belav dibin. [834 lewendi_computer] Amerîkayî, Awrûpayî û heta Asyayî hemû kes guhdarîya sitranên wî dikin, lê tu kes bi navê wî nizane. [835 lewendi_computer] Ji ber wê yekê jî navê sitrana wî ya yekem li wî dikin. [836 lewendi_computer] Sitrana wî ya yekem ku li ser xerîbî û dergîstîya xwe gotibû weha ye: [837 lewendi_computer] Ez li vî serî [838 lewendi_computer] Tu l’ wî serî [839 lewendi_computer] Wer, wer, wer dîlbera min Wer, wer, wer, wer vî serî. [840 lewendi_computer] »Ez li vî serî« ji bo meqamê sitranê hatîye kurt kirin û bûye »Elwîserî«. [841 lewendi_computer] Di pê re, ji ber ku Amerîkayî herfa »e«yê dadiqurtînin û »r«yê jî di esmanê devê xwe de diloqînin û dicûn, tenê »Elwîs« maye. [842 lewendi_computer] Yanê: [843 lewendi_computer] Ez li wî serî Ezliwîserî Elwîserî Elwîs Elvis [844 lewendi_computer] Hin kes hene ku dibêjin Elvîs îlhama xwe ji musîqîya reşikan girtîye, belam bi daxewe ne wilo ye. [845 lewendi_computer] Wî îlhama xwe ji xerîbîyê û ji evîna xwe û ji Herlibendê girtîye. [846 lewendi_computer] Gava ku Elvîsê me li Kurdistanê bû, navê wî Kêrto bû, lê wekî me got, di pê sitrana »Elwîserî« navê wî guherî bû Elvîs. [847 lewendi_computer] Elvîs, yanê Kêrtoyê me pir ji dergîstîya xwe hez dikir. [848 lewendi_computer] Heta van salên dawî jî wî û Herlibendê her tim ji hev re name dişandin. [849 lewendi_computer] Lê di pê mirina Elvîsê me re, Herlibendê jî çû xwe ji serê qotê çiyayê Metînan avêt gelîyekî Kûr, întîxar kir. [850 lewendi_computer] Lewre di pê mirina Elvîs re deyaxa wê nemabû. [851 lewendi_computer] Belê xwendevanên hêja, ev e dîtina Dr. [852 lewendi_computer] Zikmak Çilziman. [853 lewendi_computer] Lê me tenê kurtîya wê ji we re nivîsî. [854 lewendi_computer] Di jimareya dahatû de emê bi dûr û dirêjahî li ser vê yekê bisekinin. [855 lewendi_computer] Û her weha ji bo xatirê we emê roportajekê jî bi Dr. [856 lewendi_computer] Zikmak Çilziman re bikin. [857 lewendi_computer] Elvîs an Kêrtoyê me li me pîroz be! [858 lewendi_computer] Muxbîrê Mîrkut-Parîs [859 lewendi_computer] Ger hûn dixwazin nav û dengê we belav bibe û hûn menşûr bibin, aha ji we re çend pend û şîret û nesîhet: [860 lewendi_computer] 1-Bi xuşk an jî keça yekî meşhur re bizewicin. [861 lewendi_computer] 2-Têkevin partîyekê, piştî şeş mehan îstîfa bikin û bi navê »Çima Veqetiyam« broşurekê derxin. [862 lewendi_computer] 3-Li derekê hazirîya teza doktorayê bikin, ger hûn nikaribin jî divê ku hûn tiştekî welê bikin daku xelk ji we re bibêje »Doktor«. [863 lewendi_computer] 4-Ji her kesî re »Filan salê ez û Mehdi Zana« an jî »Ez û Îsmail Beşikçi bi hev re di zindanê de bûn« bibêjin. [864 lewendi_computer] 5-Her tim bi çentê James Bond bigerin. [865 lewendi_computer] 6-Carna 10-15 rojan ji malê dernekevin der, ger ji te pirsîn »tu li ku bû?« bibêje »ez ne li vir bûm!«. [866 lewendi_computer] 7-Di şev, kongre û semîneran de gava ku derketina we ya der pêwîst be, di ber sahnê re derkevin daku bila her kes we bibîne. [867 lewendi_computer] 8-Di semîneran de pêwîst be an ne pêwîst be, rabin biaxifin. [868 lewendi_computer] 9-Bi kesên menşûr û navdar re fotografan bikşînin, pişt re hûn dikarin nîşanî mêvanên xwe bidin an jî di kovar an rojnameyekê de çap bikin. [869 lewendi_computer] 10-Li welatê ku hûn lê dimînin, ji komelên mehellî bigrin hetta bi kilîse, Xaça Sor, Pen Klûb, bibin endamê hemûyan daku rojekê hûn bikaribin bibêjin »ez endamê filan rêxistina me jî«. [870 lewendi_computer] 11-Navê kesên meşhûr tim nîvco bibêjin, wekî ku hûn wan pirr baş nas dikin. [871 lewendi_computer] Mesela li şûna ku hûn bibêjin Hikmet Çetin, Nurettin Yilmaz û hwd, bibêjin »wê rojê min bi Huko re xeber da«, an jî »Nûro, Salo« û hwd. [872 lewendi_computer] 12-Demekê bibêjin »min dev ji cixarê berdaye« daku xelk bibêje » Filankes dev ji cixarê berdaye« û bi vî awayî wê behsa we bikin. [873 lewendi_computer] Lê paşê dîsa dest pê bikin an jî bi dizî bikişînin. [874 lewendi_computer] 13-Çi nivîs an kitêbek Kurdî derkeve bibêjin »ez nivîskarê wê nas dikim, beriya ku derxista ji min re şand, min kontrol kir«. [875 lewendi_computer] 14-Rast rûnin, pirr mekenin, her tim ciddî bin, qala tiştên ciddî bikin, quncikê Beroşê mexwînin. [876 lewendi_computer] Piştî van nesîhetan ger nav û dengê we belav nebe wê wextê herin ber dîwarê mizgeftê an jî bi rojinê (kulek) de birîn, wê herkes qala we bike. [877 lewendi_computer] Canê min sixilmîş dibe, him jî pir dibe, welê canê min sixilmîş dibe ku hema hema dikim biteqim. [878 lewendi_computer] Kesek bi telefonê be jî, ger halê min bipirse xuya ye ezê bigirîm. [879 lewendi_computer] Her çendî li welatekî wek welatê me, girîn li mêranîyê nayê, lê dêmax carna meriv di rewşa xwe ya psîkolojîk de dikare ji hin qistasên mêranîyê bikeve. [880 lewendi_computer] Bêguman qistas jî ew qistas in ku civatê li mêranîya me birrîne. [881 lewendi_computer] Yanê civat li ser me biryarê dide da ku kî ji me mêr in, kî nemêr in! [882 lewendi_computer] Û ji xwe mêranî jî îzafî ye. [883 lewendi_computer] Li gor cî û war û civat û heta malbatan diguhere. [884 lewendi_computer] Li gor yekî Awrûpî û li gor yekî Afrîqî û li gor Kurdekî têgehiştina mêranîyê cihê ye. [885 lewendi_computer] Endamekî milletekî xwenas dikare ji bo milletê xwe biçe ser mirinê û endamekî eşîre-ke kurda jî dikare ji bo mirîşkekê deh kesan ji eşîreke din bikuje û herdu jî li gor civata xwe mêr in. [886 lewendi_computer] Mesela, di civata kurdan de ger yek bikaribe li yekî din xe, ger yek bikaribe neheqîyê li hinekên din bike, an jî wekî ku hinekên me jî di jiyana xwe de kirine, ger yek bikaribe li bavê xwe bixe û hetta bi keviran bera bavê xwe de û wî ji gund derxe, ew jî mêr e! [887 lewendi_computer] Yan jî »Law wele lawikî mêr bû, li ber devê mahkemê diya xwe ya qahpik kuşt!« ev jî yek ji qistasên mêranîyê ye. [888 lewendi_computer] Bê guman civata ku biryara mêranîya me mêran didin, nafikirin ku jinik ji bo çi bûye qahpik. [889 lewendi_computer] Dîsa nafikirin ku camêr çima li bavê xwe xistîye! [890 lewendi_computer] Lê li gor qistasên xwe herdûyan jî mêr îlan dikin. [891 lewendi_computer] Hema aha ji we re mêranîya herî eşkere û berbiçav ji Kurdistana Iraqê, pêşmergeyên PDK û YNK’ê bi »mêranîyeke« welê direpînin hev ku hema hema hindik maye qira hev bînin. [892 lewendi_computer] Û terefdar û serokatiya herdu alîyan jî radibin û rûdinin qal û behsa mêranîya endam û partîya xwe dikin. [893 lewendi_computer] Lê herdu serî jî tiştekî ji bîra dikin ku qira hev bînin wê demê wê mêr li ortê nemînin û nizanin ku bê mêr jî mêranî nabe.! [894 lewendi_computer] Carna ez li rewşa partîyên me dinihêrim hin gotinên pêşîyên me tên bîra min, de êdî têderxistin û jêfamkirin û şirovekirin aîdî we: [895 lewendi_computer] Axa rabûn hingirma, feqîr û xizan çûn li ber niga. [896 lewendi_computer] Du seriyê berana di beroşekê de nakelin. [897 lewendi_computer] Ji xelkê re masîgir e, ji xwe re kûsîgir e. [898 lewendi_computer] Kurmê darê ne ji darê be dar narize. [899 lewendi_computer] Malxuyê malê lolo be, xwarina me yê çilo be. [900 lewendi_computer] Suyarê hespa xelkê tim peya ye. [901 lewendi_computer] Xeta xwar ji gayê pîr de ye. [902 lewendi_computer] Aqilê sivik barê giran. [903 lewendi_computer] Peyvek heye ku Fransiz jê re dibêjin »Monsieur« (Mösyö), Îngiliz dibêjin »Mister«, Swêdî dibêjin »Herr« û Tirk jî dibêjin »Bay«. [904 lewendi_computer] Gelo we zanibû ku Kurd jî dibêjin »Hero«. [905 lewendi_computer] Hero di axaftina rojane de, her gav ji alî xelkê ve tê bikaranîn. [906 lewendi_computer] Xelkê me wê di maneya Mösyö, Bay an jî Mister de bikartîne. [907 lewendi_computer] Lê qey ronakbîrên me lê varneqilîne, an jî lê varqi-lîne, lê ji ber çi sedemî ye em nizanin ji bo çi di ni-vîsên xwe yên ceribandî û deribandî de bikar naynin. [908 lewendi_computer] Belê Hero gotineke xwerû Kurdî ye, wek nan û avê. [909 lewendi_computer] Her çendî hin kes hene di vê maneyê de Beg, Mîr, Axa, Kak, Mîrze, Berêz bi kartînin, lê bi min ew çewtiyek gelek mezin dikin. [910 lewendi_computer] Carê Beg bi Tirkî ye, ger em xwerûtîya zimanê xwe dixwazin, divê em peyvên biyanî ji nav zimanê xwe biqewitînin û bavêjin. [911 lewendi_computer] Mîr û Mîrze jî gotinên welê ne ku di dewra zilm û zordestîyê de dihatin bikaranîn. [912 lewendi_computer] Yanî peyv in ku ji nav taristana feodalîzmê tên, loma divê em qet wan bi kar neynin, yan na emê feodalan ji nû ve vejînin. [913 lewendi_computer] Berêz ji xwe gelek eyb e, çimkî Berêz halê tewandî yê Beraz e. [914 lewendi_computer] Beraz jî ji xwe hûn dizanin çi ye. [915 lewendi_computer] Her çî peyva Kak, ji xwe divê qet neyê bikaranîn, çimkî pirr xerab e. [916 lewendi_computer] Carekê li gundê me yekî ji yekî re got kak, li ser vê gotinê du ‘eşîr bi hev ketin, nozdeh kes hatin kuştin, bîst û heft kes jî birîndar bûn. [917 lewendi_computer] Şerê wan hîn jî berdewam e, çimkî: [918 lewendi_computer] Kak yanê kaka [919 lewendi_computer] Kaka yanê qaqa [920 lewendi_computer] Qaqa yanê » ‘e ‘e » [921 lewendi_computer] û ji wê jî xerabtir tiştek nîne. [922 lewendi_computer] Lê wekî me li jorê jî got, peyva Hero pir bi hêsanî û xweşî di şûna Mösyö, Mister, Bay û Herr de tê bikaranîn. [923 lewendi_computer] Ezê nuha jî ji we re çend nimûneyan li gel wergera wan a Fransî binivîsim daku hûn baştir fam bikin: [924 lewendi_computer] 1-Hero tu çi dikî? [925 lewendi_computer] Monsieur, qu’est-ce que tu fais? [926 lewendi_computer] 2-Hero tu kuda diçî? [927 lewendi_computer] Monsieur, où vas-tu? [928 lewendi_computer] 3-Hero Hemê were vira! [929 lewendi_computer] Monsieur Hemê viens-ici! [930 lewendi_computer] 4-Hero te nan xwar? [931 lewendi_computer] Monsieur tu as mangé? [932 lewendi_computer] Ger binivîsim nimûne gelek in. [933 lewendi_computer] Lê bi min we êdî fam kir û ez welê bawer im ku ronakbîrên me jî êdî wê vê peyvika me ya xweşik di nivîsên xwe de bi kar bînin. [934 lewendi_computer] Ha min ji bîr ve kir ku bibêjim; her weha peyveke ma ya din jî heye, ew jî di maneya Madam, Bayan de tê bi kar anîn ku ew jî Herê ye, divê ku hûn wê jî bizanibin. [935 lewendi_computer] Zikê min diêşe! [936 lewendi_computer] Min savar jî nexwariye! [937 lewendi_computer] Qey ji meraqa ye. [938 lewendi_computer] Gerçî ez çûm duxtor, got: gastrît e, yanê destpêka ulserê. [939 lewendi_computer] Ulser ne kula salê ye, lê jê xerabtir e. [940 lewendi_computer] Dermanê wê jî cixare, araq û îsota tûj e! [941 lewendi_computer] Ez cixarê dikişînim, îsota tûj piştî zewacê min dest pê kir, lê araq, na! [942 lewendi_computer] Ez nikanim vexwim. [943 lewendi_computer] Bîna wê ne xweş e! [944 lewendi_computer] Ji xwe bi qedehekê ez serxweş dibim. [945 lewendi_computer] Serxweşî xweş e. [946 lewendi_computer] Meriv hê rehet qise dike. [947 lewendi_computer] Tiştê ku di neserxweşîyê de mirov nikane bibêje, di serxweşîyê de mirov pir bi hêsanî dibêje. [948 lewendi_computer] Ma ne ji ber wê ye ku her tim li masa serxweşan şer derdikeve, pevdiçinin, bi hev dikevin, an jî hevûdu dikujin. [949 lewendi_computer] Kuştin ne baş e. [950 lewendi_computer] Bi kuştinê meriv nagihîje tu derekê. [951 lewendi_computer] Cengîz Xan û vê dawîyê jî Hîtler gelek kes kuştin. [952 lewendi_computer] Lê çi? [953 lewendi_computer] ’Emrê wan têr nekir. [954 lewendi_computer] Bi mirada xwe şa nebûn! [955 lewendi_computer] Zikê min diêşe, dilê min diçe cixarekê û îsota min tê! [956 lewendi_computer] Na welleh! [957 lewendi_computer] Ya rastî xewa min tê. [958 lewendi_computer] Û zikê min diêşe. [959 lewendi_computer] Û çavên min diçin ser hev. [960 lewendi_computer] Ger ez di xew re biçim berçavka min ê bişkê. [961 lewendi_computer] Bê berçavk jî ez nikarim rakevim. [962 lewendi_computer] Çimkî wê wextê jî di xewnê de ez nikarim net bibînim! [963 lewendi_computer] Ji xwe nuha çar berçavkên min ên şikestî, yeka nîvşikestî heye û ya saxlem a li ber çavê min jî ne têde. [964 lewendi_computer] Zikêşî ne bes bû îcar çavxerabûn bi ser de hat! [965 lewendi_computer] Ji xwe ezê qala êşa diranan nekim! [966 lewendi_computer] Ero qet di eynî wextî de hem zikê we û hem çavê we û hem jî diranê we êşiyaye? [967 lewendi_computer] Na! [968 lewendi_computer] Axx, axx! [969 lewendi_computer] Hela bila biêşe wê wextê hûnê ji halê min fam bikin ku ez di bin kîjan şertan de û bi çi zor û zehmetî û bi taybetî jî di bin kîjan îşkenceyan de van çend rêzên xwe yên nexweşik ji bo we dinivîsim!!! [970 lewendi_computer] Ez nexweş im, gelekî nexweş im. [971 lewendi_computer] Pir diêşim. [972 lewendi_computer] Pişika min a sipî ya alîyê çepê ji ber cixarê reş bûye. [973 lewendi_computer] Bîhna min dernakeve. [974 lewendi_computer] Dikuxum. [975 lewendi_computer] Xire-xir ji qirika min tê. [976 lewendi_computer] Diranên min zer bûne; ji ber cixare, qahwe û çayê. [977 lewendi_computer] Belkî jî ji ber nefirçekirinê. [978 lewendi_computer] Lê dîsa jî pişika min a sipî ya alîyê çepê diêşe. [979 lewendi_computer] Û ez cixarê dikişînim daku bîhna min vebe. [980 lewendi_computer] Lê malmîrata cixarê jî qet bîhna meriva venake, tew bi ser de bihnê li mirovî diçikîne. [981 lewendi_computer] Lê heşê meriva vedike. [982 lewendi_computer] Ji xwe yê girîng jî heş e. [983 lewendi_computer] Ma heş tunebe tu yê ji ku bizanibî ku tu sax î an nexweş î!? [984 lewendi_computer] Lê dîsa jî ez diêşim. [985 lewendi_computer] Pişika min a sipî ya alîyê çepê diêşe. [986 lewendi_computer] Ez naçim duxtor. [987 lewendi_computer] Hûnê bibêjin »çima?«. [988 lewendi_computer] Naçim! [989 lewendi_computer] Lê ku duxtor bibêje »kansêr e«. [990 lewendi_computer] Kansêr pîs e. [991 lewendi_computer] Mirov pê dimire. [992 lewendi_computer] Ez naxwazim bimirim. [993 lewendi_computer] Ji xwe Kurd namirin. [994 lewendi_computer] Kî ne em!? [995 lewendi_computer] Ez dibêm qey dilê min jî diêşe. [996 lewendi_computer] Lê ez ji jinikê re nabêjim. [997 lewendi_computer] Êşa dila giran e. [998 lewendi_computer] Bi çi awayî dibe bila bibe hema giran e! [999 lewendi_computer] Carna tîr li alîyê min ê çep radibe. [1000 lewendi_computer] Û ez dikevim gumanan, »gelo krîza dil e?« Lê na! [1001 lewendi_computer] Ez naçim duxtor. [1002 lewendi_computer] Lê ku duxtor bibêje »krîza dil e!« A wê wextê çû ji kîsî min. [1003 lewendi_computer] Krîzek, dudo, sisê, yellah dunya wî alî. [1004 lewendi_computer] Êdî heta ji te were nizanim kudera xwe li avê xe. [1005 lewendi_computer] Yê ku di xesarê de ye tu yî! [1006 lewendi_computer] Piranîya caran ez heta çarê sibê ranakevim. [1007 lewendi_computer] Neku ji dil heta çarê sibê dixebitim, lê ji tirsa rûdinim û bivê nevê dixebitim jî. [1008 lewendi_computer] Çimkî dewra herî qelslêdana dil seet çarê berdestî sibê ye û piranîya kesan di wê saetê de ji vê dunyê bar dikin. [1009 lewendi_computer] Ez dîsa kuxyam, sînga min êşya. [1010 lewendi_computer] Nigên min jî ditevizin. [1011 lewendi_computer] Qey ji ber pirrûniştinê ye!? [1012 lewendi_computer] Ma yan na ji bo çi wê nigê min bitevizin. [1013 lewendi_computer] Ma ez bi nigê xwe zanim. [1014 lewendi_computer] Çil sal e em cîran in. [1015 lewendi_computer] Lê çima ez kuxyam!? [1016 lewendi_computer] Û çima sînga min êşya? [1017 lewendi_computer] Û çima pişika min a sipî ya alîyê çepê ji ber cixarê reş bûye? [1018 lewendi_computer] Û çima diêşe? [1019 lewendi_computer] Lê ez naçim duxtor. [1020 lewendi_computer] Ezê fîlimê pişika xwe ya sipî nekişînim. [1021 lewendi_computer] Lê ku nexweşîyek derkeve!? [1022 lewendi_computer] Na ez naçim! [1023 lewendi_computer] Ez xwe rezîl û riswa nakim. [1024 lewendi_computer] Ji ber nexweşîyeke biçûk ez ruyê Kurdan li ber van duxtorên bavfille rûreş nakim. [1025 lewendi_computer] Daku bila nebêjin Kurd jî nexweş in! [1026 lewendi_computer] Ez dîsa kuxyam. [1027 lewendi_computer] Û pişika min a sipî ya alîyê çepê diêşe!!! [1028 lewendi_computer] Zimanê me zimanekî zor zor, pir û gelek û zaf dewlemend e. [1029 lewendi_computer] Bi rastî hela tewr xwedê kêmanîya wan bide -pardon nede- hin zimanzanên me hene ku bi kar û bar û şuxul û îş û xebatên xwe yên ilmî-zanistî zimanê me hîn dewlemendtir dikin, berbi pêş dibin. [1030 lewendi_computer] Hela tewr gava ku bi Tirkî, Farisî, Erebî an jî bi zimanekî din difikirin û bi Kurdî dinivîsin, bi rastî wê gavê ew zimên gelek dewlemend dikin, bêje û peyv û peyvik û kelîme û wuşeyên nuh, tabîrên nuh dixin nava zimanê me û zimanê me jî welê dewlemend dibe ku êdî milletê me -yên xwende- pêre nagihîjin ku xwe fêrî bêje û peyv û peyvik û wuşe û kelîme û gotinên nuh bikin. [1031 lewendi_computer] Ji ber ku zimanê me roj bi roj -hetta hin kes dibêjin saet bi saet- bi saya van zimanzanên me pêş de diçe, hetta welê pêşde diçe ku mirov gava ku ferqên di nabêna Kurdîya mehek berê û ya mehek şûn de (wekî Kurdîya meha temmûz û tebaxê) dide ber hev, bi serê xwe tenê ji wan peyvik û gotinên nuh ferhengek pêk tê. [1032 lewendi_computer] Ji ber vê yekê jî divê mirov ji bo kesên xwende qurseke zimanê Kurdî veke daku hîn baştir xwe fêrî zimanê xwe bikin. [1033 lewendi_computer] Her weha divê ku mirov mehê carekê jî ferhengekê derxe. [1034 lewendi_computer] Nuha emê li vê derê mîsalekê (hûn dikarin wekok, mînak û nimûne jî bi kar bînin) raxin ber çavên we ku wê gavê hûnê bi xwe jî bibînin û fam bikin û her weha jî bigihên ku bi saya van zimanzanên me, zimanê me çiqas pêş ve çûye. [1035 lewendi_computer] Belê wekî me got emê tenê li ser bareyekê (mewzûyekê) mînakekê bidin. [1036 lewendi_computer] Kelîmeyek (hûn dikarin wişe, ûşe, peyv, peyvik, gotin, qise, bêje, xeber, qezî jî bi kar bînin) heye ku îngilîz jê re dibêjin CONTENS, Fransiz dibêjin CONTENU, Alman dibêjin INHALT, Swêdî dibêjin INNEHÅL, Tirk dibêjin ÎÇÎNDEKÎLER û Kurd jî dibêjin: [1037 lewendi_computer] 1-Têdayî [1038 lewendi_computer] 2-Têxistinî [1039 lewendi_computer] 3-Serecem 4-Naverok 5-Nawerok 6-Nêwerok 7-Têkirinî 8-Hundurî 9-Têda 10-Têde 11-Fêhrist 12-Navî 13-Yêtêda 14-Zikîda 15-Dizikda 16-Zikî (yê di zik de) 17-Di hundur da 18-Di vê jimarê de 19-Di vî hejmarî de 20-Lem jimare da 21-Fêhristî basekan 22-Fêhristî em jimare [1040 lewendi_computer] Ev rûpel aîdî zimanzan Pîrêfissor Fîlolog Dr. [1041 lewendi_computer] Barîûs Jiberxwevaavêtîûs [1042 lewendi_computer] e. [1043 lewendi_computer] Berpirsîyarê tehlîl û dîtinên li ser kelîmeyan ew bi xwe ye. [1044 lewendi_computer] Divê bête zanîn [1045 lewendi_computer] Kelîmeyên Kurdî ne ku ji ber xwe ve çê bûne, hemû kelîme (peyv) bûyereke wan, serpêhatîyeke wan heye. [1046 lewendi_computer] Yanê, gava ku em dibêjin derpê an jî deling, ew ne ku ji ber xwe ve hatine çêkirin, kelîme li gor pêvajoya dîrokî û jiyana civakî drûvek stendîye û hatîye gehiştîye vê rojê. [1047 lewendi_computer] Belê, em dîsa werin ser wan herdu mîsalan; derpê û deling. [1048 lewendi_computer] Derpê ji du kelîmeyan pêk hatîye: der û pê [1049 lewendi_computer] Der ji dihere, diçe’yê hatîye, Pê jî ling e û herdu bûne yek bi hev ve helîyane bûne derpê, ango ê ku diçe pê, yanê: dihere pê... diherpê... derpê [1050 lewendi_computer] Gerçî hin kes hene ku dibêjin derpê ji drapeau(al, bayrax) ya Fransî hatiye, lê bi min na. [1051 lewendi_computer] Ma qet dibe ku ala milletekî bibe derpiyê milletekî din. [1052 lewendi_computer] Deling jî her weha ye, ew jî ji dihere lingê hatîye. [1053 lewendi_computer] Yanê ji du kelîmeyan pêk hatîye; yek fîîla dihere/diçe, ya din jî ling/nig. [1054 lewendi_computer] Herdu bi hev ve zeliqîne heliyane bûne yek kelîme yanê deling. [1055 lewendi_computer] Her çendî hin kes hene ku dibêjin ev kelîme ji Dev+ling’ê hatîye, lê belam bi min ev dîtinek çewt û xelet û ji zanîna lenguistikiyê 5 km dûr e. [1056 lewendi_computer] Belê, bi min we êdî fam kir ku ezê tahlîla kelîmeyan bi çi awayî bikim. [1057 lewendi_computer] Ango gotina min; ezê ji vê û bi şûn de di vê rûpelê de ji we re her carê tehlîla kelîmeyekê bikim. [1058 lewendi_computer] Kelîmeya me ye vê hejmarê HEVRÎŞIM e, her wekî hûn jî dizanin [1059 lewendi_computer] hevrîşim di nava Kurdan de di maneya helîl, herîr, îpek de tê bikaranîn. [1060 lewendi_computer] Hevrîşim ji pênc kelîmeyan pêk hatîye: 1-hev 2-û 3-du [1061 lewendi_computer] 4-vereşandin [1062 lewendi_computer] 5-mêş [1063 lewendi_computer] Belê belê hevrîşim ji van kelîmeyan pêk hatîye. [1064 lewendi_computer] Ango ji HEV Û DU VEREŞANDINA MÊŞÊ hatîye. [1065 lewendi_computer] De ka werin vêca em li pêvajoya wê ya dîrokî binêrin, daku çawa ew pênc deng bi hev ve helyane bûne yek deng. [1066 lewendi_computer] Cumleya me weha ye: [1067 lewendi_computer] H E V Û D U V E R E Ş A N D I N A M Ê Ş Ê [1068 lewendi_computer] H E V R Î Ş I M [1069 lewendi_computer] Û ev herfên jorîn bi hev ve zeliqîne bi hev ve helyane bûne yek kelîme, yanê: HEVRÎŞIM [1070 lewendi_computer] Ji zimanzanên me yê bi nav û deng Fîlolog Dr. [1071 lewendi_computer] Zimandirêj Devjiheve çend roj berê di konferansa hemû zimanzan û zimannasên Kurdan de çend peyvikên nû pêşkêşî beşdarên konferansê kir. [1072 lewendi_computer] Em jî li vê derê wan peyvikên nû yên ku Dr. [1073 lewendi_computer] Zimandirêj Devjiheve pêşkêşî konferansê kiribû, dinivîsin ku xwendevan jê fam bikin daku ew di çi maneyê de hatine bi kar anîn. [1074 lewendi_computer] Te dî dunya ye, dibe ku rojekê hun di kovar, rojname an jî di kitêbekê de rastî van peyvikan werin. [1075 lewendi_computer] Belê ev in peyvikên çêkirî an jî bi gotineke din naylon: [1076 lewendi_computer] Xuliqandîyolojî: Bîyolojî [1077 lewendi_computer] Harûdînolojî: Psîkolojî [1078 lewendi_computer] Firejinabêbask: Hostes [1079 lewendi_computer] Firemêrêbêbaskajoyêbalafirê: Pîlot [1080 lewendi_computer] Şematolojî: Sansasyon [1081 lewendi_computer] Malamuxtar: Enstîtu [1082 lewendi_computer] Erdkolojî: Arkeolojî(1) [1083 lewendi_computer] Erdkolog: Arkeolog [1084 lewendi_computer] Muxtar: Serok, presîdent [1085 lewendi_computer] Melle: Wezîrê Diyanetê [1086 lewendi_computer] Kaşkaşokaserhesin: Trên [1087 lewendi_computer] Nihêrtokaleyistok: Televîzyon [1088 lewendi_computer] Rûnkişandin: Xweşkirin, yaxcîlix kirin [1089 lewendi_computer] Lingêşikestî: Tolazî, qebedayîtî [1090 lewendi_computer] Homokutîzm: Homoseksualîzm [1091 lewendi_computer] Homokut: Homoseksuel [1092 lewendi_computer] Rexnegirtin: Tenqîdkirineke normal [1093 lewendi_computer] Rêxgirtin: Tenqîdkirineke anormal [1094 lewendi_computer] Di maneya Arkeolog û Arkeolojî de hin kes hene peyvên Zengarolog û Zengarolojî bi kar tînin, di eslê xwe de ev xelet e, çimkî Zengarolojî di nav Erdkolojî, yanê Arkeolojîyê de beşek e. [1095 lewendi_computer] Tarîxa Kurdan û ya însanîyetê bi hev re dest pê kirine. [1096 lewendi_computer] Loma jî gava ku çîrokzanên me yên tarîxzan dinivîsin divê ku ji destpêka însanîyetê dest pê bikin; yanê ji me Kurdan! [1097 lewendi_computer] Çimkî destpêka însaniyetê em in. [1098 lewendi_computer] Bav û kalên mirovan -ku ji teref hemû dunyê ve tê qebûlkirin- Adem û Hewê ne û ew bi xwe destpêka însanîyetê ne û Kurd in. [1099 lewendi_computer] Wê wextê bi hêsanî mirov dikare bibêje ku însanîyetê bi me Kurdan dest pê kirîye. [1100 lewendi_computer] Vêca hûnê bibêjin çima? [1101 lewendi_computer] De ka bisekinin ez ji we re bibêjim. [1102 lewendi_computer] Carê, navê Adem û Hewê bi xwe bi Kurdî ne. [1103 lewendi_computer] Çimkî Adem wekî hemû alim dizanin ji herîyê yanê ji çamûrê hatiye afirandin. [1104 lewendi_computer] Îcar bi Kurdîya pirpir-pir û gelek kevn ji çamûr û herîyê re digotin »avzêm« an jî »avzem«. [1105 lewendi_computer] Û ev gotina »avzêm«ê nuha jî li hin deverên Kurdistanê yên şikeftwarî jî tê bi kar anîn. [1106 lewendi_computer] Belê em dîsa werin ser gotina Adem. [1107 lewendi_computer] Îcar bi dûr û dirêjî ez nikarim ji we re tehlîla wê bikim, lê li gor dema ku em tê de ne -divê ku mirov gelek bi lez, zû û di demek kurt de kar bike- ezê ji we re pir kurt di hundurê demê de ji alî etîmolojîk û guherînolojîk qalib û kiras guhertina vê gotinê binivîsim. [1108 lewendi_computer] Belê, guhê xwe giran mekin û çavê xwe megrin, binêrin: [1109 lewendi_computer] Wekî hûn jî dibînin, formulasyona me ya guherînolojîka etîmolojîka peyvê li ber çava ye. [1110 lewendi_computer] »Z«ya di »Avzêm«ê de berê wek »zal«a Erebî bû, lê di nav sürec û merhele û pêvajoya zimanê me yê sor î dirêj de ev »Z« guherî bû »D« (wek guherîna di zama û damat, zerya û derya de). [1111 lewendi_computer] Îcar piştî demekê ji ber tembelî û teralîyê me »V« jî daqurtand û tenê »Adem« ma. [1112 lewendi_computer] Ji bo Hewê jî hin tehlîl û lêkolînên etîmolog û guhertologên Kurdan hene ku dibêjin gotina »Hewa«yê jî ji »Herweha«ya Kurdî hatiye. [1113 lewendi_computer] Lê bi a min ez dibêjim hema kurt û kurmancî, jin gava ku dizewicin bi ser milletê eşîra mêrê xwe ve tên hesibandin. [1114 lewendi_computer] Îcar gava ku Adem (ku êdî îspat bûye) Kurd be, bivê nevê jina wî jî wê li ser Kurdan were hesibandin. [1115 lewendi_computer] Pişt re Xwedê du kur dan Adem û Hewê. [1116 lewendi_computer] Ji xwe ji navê Zarokên wan jî mirov tê derdixe ku malbata wan malbateke xwerû Kurd bûn. [1117 lewendi_computer] Kabîl ji ber ku pir bi kar bilî dibû bavê wî jê re digot »Karbil« yanê yê ku bi kar bilî dibe. [1118 lewendi_computer] Habîl jî gelek nerehet û har bû, bavê wî jê re digot »Harbil«, yanê yê ku bi harîtîyê bilî dibe. [1119 lewendi_computer] Ji xwe Habîl (yan jî Harbil) pişt re ji ber vê harîtîya xwe neheqî li birê xwe dike, ji bo perçeyek erd radibe wî dikuje. [1120 lewendi_computer] Bêguman ji vê yekê jî xuya dibe ku her çendî însanîyetê ji me Kurdan dest pê kirîye, lê her weha hevûdu kuştinê jî bi me Kurdan dest pê kirîye. [1121 lewendi_computer] De neyse, destpêka însaniyetê û ya hevûdu-kuştinê li me pîroz be! [1122 lewendi_computer] Yekî nameyek şandîye, rexne li Armancê girtîye. [1123 lewendi_computer] Goya di Armancê de gelek gotinên Erebî hene û çima em Kurdîya wan nanivîsin. [1124 lewendi_computer] Heta ji me tê em dixwazin zimanê rojane yê xelkê bi kar bînin. [1125 lewendi_computer] Yan na, neku em Kurdîya wan gotinên Erebî nizanin an nikarin çêkin. [1126 lewendi_computer] Lê, ger em wekî wan hevalan bikin, bi ya me ewê Kurdîyek naylon derkeve meydanê. [1127 lewendi_computer] A ji we re mîsalek: [1128 lewendi_computer] Katjimêr 16.00 ez ji kaşkaşokapaşpaşokaserhesin peya bûm. [1129 lewendi_computer] Ez pir birçî bûm, çûm zûxwaringehekê, min kebabzivirandokek bi nan kirrî û xwar. [1130 lewendi_computer] Paşê li kaşkaşokapaşpaşokaserhesinîyabinerd siwar bûm çûm malê. [1131 lewendi_computer] Ji xwe katjimêr bûbû 18.00. [1132 lewendi_computer] Dema nûçeyan bû. [1133 lewendi_computer] Min dûrfermandaroka wêneguhezê girt û pêlî coya yekem kir. [1134 lewendi_computer] kaşkaşokapaşpaşokaserhesin: trên [1135 lewendi_computer] kaşkaşokapaşpaşokaserhesinabinerd:metro, tunnelbana [1136 lewendi_computer] zûxwaringeh: snackbar, kiosk [1137 lewendi_computer] katjimêr: saet [1138 lewendi_computer] dûrfermandarok: qûmanda tv yê [1139 lewendi_computer] wêneguhez: tv [1140 lewendi_computer] coya yekem: kanal 1. [1141 lewendi_computer] Wê rojê min di MED TV´ê de guhdariya sitrana »Xezalê hêlî can« kir. [1142 lewendi_computer] Camêrê ku digot li gor dewr û çax û wexta me ya îroyîn hin gotin lê zêde kiribû, an jî guhertibû. [1143 lewendi_computer] Mesela, di derekê de digot: [1144 lewendi_computer] »..... [1145 lewendi_computer] (Mi) bazara şahra te kir xezalê hêlî can [1146 lewendi_computer] Mi j’ bîr kir ûtî nekir delalê hêlî can«. [1147 lewendi_computer] Îcar ez fikirîm gelo wexta ku ev strana hat çêkirin ma wê demê nizanim ûtî hebû yan na? [1148 lewendi_computer] Lê, na! [1149 lewendi_computer] Xuya ye camêrê ku gotiye wî jî xwe adapteyî dema me kirîye. [1150 lewendi_computer] Vêca piştî ku min guhdariya vî camêrî kir strana »Hey lo lo delal« hat bîra min. [1151 lewendi_computer] Gelo pêşde bi vî awayî were gotin wê bi me ecêb were! [1152 lewendi_computer] Hey lo lo delal, heylo lo delal [1153 lewendi_computer] Bi telefona desta dibêm delal [1154 lewendi_computer] Bi faksê dibêm delal [1155 lewendi_computer] Bi modemê dibêm delal [1156 lewendi_computer] Bi internetê dibêm delal [1157 lewendi_computer] Computera ber dilê min xeyo lo lo! [1158 lewendi_computer] Delêlo heyran [1159 lewendi_computer] Berrîka Mêrdînê berrîkî dûz e [1160 lewendi_computer] Pozê volvo û mercedesan bi ser da xûze [1161 lewendi_computer] Nava sîng û berê min evdala Xwedê [1162 lewendi_computer] Bi dolar û mark û kronan nûze nûz e xeyo lo lo! [1163 lewendi_computer] Delêlo heyran [1164 lewendi_computer] Ez ê delalîkê malê bi rêkim [1165 lewendi_computer] Wezê taştêyekê ji delalê malê ra çêkim [1166 lewendi_computer] Wezê temam kîvî, ananas û avokadoyan jê re lêkim [1167 lewendi_computer] Eger qîma delalê malê pê neyê [1168 lewendi_computer] Wezê cotê sîlîkonan jê re pêşkêş kim xeyo lo lo! [1169 lewendi_computer] Rojekê yek li pîkaba xwe siwar bû diçû bajêr, bi rê de gundîyek çêlek(mange)a xwe destkêşî xwe kiribû, destê xwe jê re hilda da pê re here bajêr. [1170 lewendi_computer] Şofêr lê sekinî û herduwa arî hev kirin, çêlek kirin paşîya pîkapê û xwedîyê çêlekê di rex şofêr de siwar bû. [1171 lewendi_computer] Piştî hinekî çûn rastî yekî rêbwarî hatin, wî jî destê xwe hilda, şofêr sekinî ew jî li paş di rex çêlekê de siwar kir. [1172 lewendi_computer] Hinekî din bi rê de çûn yekî dî jî destê xwe ji pîkapê re hilda, şofêr ew jî li paş siwar kir. [1173 lewendi_computer] Di paşîya pîkabê de herdu rêbiwarî bi hev re dipeyivîn, ê pêşî ji yê dî dipirse dibêje: [1174 lewendi_computer] Gelo xêr e tu diçî bajêr? [1175 lewendi_computer] Dibêje: [1176 lewendi_computer] Wele ez diçim ji xwe re çêlekekê bikirim. [1177 lewendi_computer] Ê pêşî dibêje: [1178 lewendi_computer] Wele ez jî diçim bajêr vê çêleka xwe bifroşim, hema bi kêrî te bê, em li ser wê li hev bên ez bidime te. [1179 lewendi_computer] Bi çiqasî, ne bi çiqasî gelek hindik li hev hatin û yê dikire heqê çêlekê dide mêrik, ew jî jê re pîroz dike. [1180 lewendi_computer] Piştî kêlîkê yê bêrîka xwe tijî pere kirîye destê xwe li banê pîkapê dixe dibê ezê peya bim. [1181 lewendi_computer] Pîkap sekinî, mêrik peyabû, heqê şofêr da û pîkap çû. [1182 lewendi_computer] Gava gîhan bajêr, arî hev kirin û çêlek anîne xwar, piştî heqê şofêr danê, ê ku çêlek kirîye rahişte hevsarê wê û li pey xwe kişand. [1183 lewendi_computer] Xwedîyê wê berî pê ve got: [1184 lewendi_computer] Weh weh tu çi dikî kuro? [1185 lewendi_computer] Got: [1186 lewendi_computer] Ez çi dikim? [1187 lewendi_computer] Ez çêleka xwe dibim, çi bi te ketiye? [1188 lewendi_computer] Yek ji wî û yek ji wî, hev dane ber dehfa, giha xebera, giha kulma, heta cendirme hatin herdu dane berxwe birine qereqolê. [1189 lewendi_computer] Ev çîrok heye rast bûbe, heye jî xeyal be. [1190 lewendi_computer] Ez bi xwe jî nizanim dawîya wê çilo bû, çawa ji hev safî bûn. [1191 lewendi_computer] Ev yek bira bi hêvîya xwendevanan ve bê. [1192 lewendi_computer] An jî yekî weke biraderê Mahmûd Lewendî belkî karibe dawîyeke fantazî an jî tinazî jê re peyde bike. [1193 lewendi_computer] Lê tiştê rast û bi cih bi qasî heqê du çêleka giha cendirman. [1194 lewendi_computer] Mecîdê Haco [1195 lewendi_computer] Qamişlo [1196 lewendi_computer] Kek Mecîdê Haco, ma nayê bîra te piştî ku ew herdu camêr bi hev ketin, li qereqolê cendirmeyan jî têra xwe li wan xistin. [1197 lewendi_computer] Paşê herduyan xeber şandin eşîrên xwe, serok û axayên eşîrên wan hatin, bi bac û rişwet û bertîlan ew bi zorê ji destê cendirman xelas kirin. [1198 lewendi_computer] Mange jî wek diyarî ji qereqolê re bexşandin. [1199 lewendi_computer] Xwedîyên qereqolê mange serjêkirin ji xwe re kirin qelî û xwarin. [1200 lewendi_computer] Eşîrên van herdû camêrên me jî li ser vê meselê bi hev ketin. [1201 lewendi_computer] Ji alîkî 15 û ji alîyê din 17 kes hatin kuştin. [1202 lewendi_computer] Zevîyên hev şewitandin, talanê hev birin. [1203 lewendi_computer] Nêzî 20 salan şerê wan berdewam kir. [1204 lewendi_computer] Û ev şer netenê di nav wan herdû eşîran de ma, wek nexweşîya AIDS’ê xwe li hemû eşîrên Kurdan gerand. [1205 lewendi_computer] Lê wekî tu jî dizanî, li vê dunyayê meriv nikare rê li ber pêşveçûna civatê bigre, em Kurd jî li vê dunyayê dijîn, ji ber wê yekê civata me ya feodal bi peydabûna kapîtalîzmê re hêdî hêdî ji hev felişî û piştî demekê bi derketina traktor, makîna cilşuştinê, ûtî, televîzyon, marlboro, vîskî û makîna porzuhakirinê re, eşîr ji hev ketin. [1206 lewendi_computer] Erê eşîr ji hev ketin, lê îcar jî li şûna wan hin cûreyên nû yên eşîran; partî û hizb û rêxistin derketin. [1207 lewendi_computer] Û tu dizanî ji gelek nexweşîyan re çare hatine dîtin, hetta tê gotin ku ji AIDS’ê re jî çare dîtine, lê ji malmîrata mîkroba nexweşîya dijminîyê re hê çare nehatiye dîtin, ji ber wê yekê ew dijminî ya ku ji ruyê wê mangeya nebixêr a ku cendirman xwar, derketibû, di nav partiyên me de ji nû ve zîl da. [1208 lewendi_computer] Û îro li herçar perçeyên welêt gava ku kela partiyên me radibe, te hew dît bi top û tivingan repandin hev, êdî hed û hesabê kuştîyan ne diyar e. [1209 lewendi_computer] Ez wan rojana ji xwe re li çarşîyê digeryam. [1210 lewendi_computer] Ê de ez dibêjim çarşî, hun kuçe an tenê papûrekê fam nekin. [1211 lewendi_computer] Çarşîyek ku her der wê kuçe û cadde, kuçeyên fetlok fetlokî. [1212 lewendi_computer] Ez daketim kuçeyekê, nêta min hebû min ji xwe re tiştek bikirîya. [1213 lewendi_computer] Ez çergî (çawaku) daketim kuçeyê min hew nihêrt ku li pêş min derîyek. [1214 lewendi_computer] Min lê nihêrî. [1215 lewendi_computer] Erê ew e. [1216 lewendi_computer] Wele hema min li dora xwe nihêrt ku kesek tuneye û firtê firtê û ellah ellah ez ketim hundur. [1217 lewendi_computer] Lê ez çi bibînim! [1218 lewendi_computer] Şaş mam, li xwe heyirîm. [1219 lewendi_computer] Hemû li dora min rêz bûbûn. [1220 lewendi_computer] Min hemû di ber çavan re derbas kirin. [1221 lewendi_computer] Lê na, nabe. [1222 lewendi_computer] Min carê serê xwe di ber xwe de xwar kir, hinekî fikirîm, ponijîm, gelo ez çawa bikim! [1223 lewendi_computer] Wele min serê xwe rakir. [1224 lewendi_computer] Li pêş xwe nihêrt ku çi bibînim! [1225 lewendi_computer] Wele hema min xwe avêt ser, hişk pê girt û danî ber xwe. [1226 lewendi_computer] Min pêşî li binî nihêrt, erê, temam e. [1227 lewendi_computer] Eynî ew e. [1228 lewendi_computer] Wele hema min zû zû qeytanên wê vekirin, min ê xwe jî vekirin, min yên xwe danîn wê kêlekê, min ew girtin û kirin pîyên xwe. [1229 lewendi_computer] Lê çi heyf ew jî nebûn! [1230 lewendi_computer] Çîmkî ne 43 nimre bûn. [1231 lewendi_computer] Axirê min îro jî ji xwe re cotek sol nekirîn. [1232 lewendi_computer] Merheba ji te re! [1233 lewendi_computer] Nuha saet 12’ê şevê ye û ez li ser computera xwe ji te re van çend rêzan dinivîsim. [1234 lewendi_computer] Berî wê min karê xwe dikir, jixwe tu zanî kar çi ye. [1235 lewendi_computer] Bîstek berê spagettî ya ku min ji do de çêkiribû, min germ kir û xwar, heta sibê jî ewê îdare bike, ger xelas bibe jî Xwedê mezin e, bila canê hêkan sax be. [1236 lewendi_computer] Ma qey mirîşk nemirine! [1237 lewendi_computer] Lê heta tu werî ez hêkan nekim baş e! [1238 lewendi_computer] Gelo te zanibû ku hêkerûn xwarineke millî ya xwendevan û bêkaran e. [1239 lewendi_computer] Her çendî ez ne xwendevan im, lê muweqeten bêkar im. [1240 lewendi_computer] De neyse lê, ev çi hêk bûn îcar di serê me re derketin, ma qey tiştekî din nema ku em behs bikin? [1241 lewendi_computer] Xwedê bela hêk û mirîşkan bide ku ev serê saetekê ye ketine nav computera min û jê dernakevin. [1242 lewendi_computer] Ji ber wê jî min ji bîra kir ku halê te bipirsim. [1243 lewendi_computer] Heqet tu çawa yî? [1244 lewendi_computer] Baş î? [1245 lewendi_computer] Kêf hal? [1246 lewendi_computer] Êêêê! [1247 lewendi_computer] daha, daha, başqe başqe tu çawa yî? [1248 lewendi_computer] Diya te, xuşkên te, birayên te, biraziyên te, xwarziyên te, der û dor û cîranên te, hemû çawan in, baş in? [1249 lewendi_computer] Înşellah giş baş in. [1250 lewendi_computer] Silavên min li hemûyan ke. [1251 lewendi_computer] Têm destê mezinan, çavên biçûkan maç dikim. [1252 lewendi_computer] Êêêê, hela bêje, daha başqe çi heye, çi tuneye? [1253 lewendi_computer] Dunya çawa ye, zad û genim çawa ye, pez çawa ye? [1254 lewendi_computer] Li vê derê hewa dûrimî ne baş e. [1255 lewendi_computer] Tu dibêjî qey tûwaleta melegên Xwedê qul bûye û bi ser bajarê me de dirije, her roj baran e, şilî ye, şilope ye. [1256 lewendi_computer] Welê xuya ye mewsimên salê serxweş ketine, li hev geryane, riya xwe şaş kirine, ji ber wê jî zivistana ku du meh berê xelas bûbû, dîsa bi paş de vegeriya. [1257 lewendi_computer] Gerçî carna tav dixwaze serê xwe di ber ewrên reş û tarî re derxe û bibêje »vaye ez jî heme«, lê bi şîrqîna birûskên har, ji tirsa dîsa xwe davêje paş ewrên reş. [1258 lewendi_computer] Bawerîya te ji Xwedê hebe, ji ruyê vê baran û şilîyê de, jirgî tu çûyî, min çar şemsîye, du cot sol, sê cot gore, du pantor, gomlegek û qocixek kevn kirin û avêtin. [1259 lewendi_computer] Nuha tenê şemsîyeyeke min maye ku ew jî orta wê qul bûye û cilên li ser min mane. [1260 lewendi_computer] Her çî cara ku ji bo kirrîna çar hêkên mirîşkeke xayin derdikevim derve, di wê qulika şemsîya min a qul re barana dunyê wek çemê Dîcleyê bi ser min de tê xwarê. [1261 lewendi_computer] Neyse ligel hêkên xwe ez şil û şip têm malê. [1262 lewendi_computer] Tu zanî şilbûn tiştekî ne baş e. [1263 lewendi_computer] Çimkî mirov pir zû bi nezlê dikeve. [1264 lewendi_computer] Lê ji alîyê din ve jî mirov ji şuştina cilan xelas dibe. [1265 lewendi_computer] Yan na, tu zanî ku li vî welatê gawiran şuştina cilan çiqas zehmet e; hê tu yê rabî cilên xwe derxî, bavêjî makîna cilan, derman têxê, pêl pişkoja wê kî, dereca wê eyar kî, seatekê li hêvîyê bisekinî, paşê derxî bavêjî makîna guvaştinê, pazde deqqan jî li hêvîya wê bî, pişt re dîsan derxe, girrr, girr, girr, bibe bavêje makîna zuhakirinê (qurutmê) nîv seetê jî li benda qurutmê bisekine, paşê dîsan derxe, qat ke, dûz ke, rast ke û bîne ûtî ke û dîsan qat ke û rake. [1266 lewendi_computer] De xwedê hebînî bêje! [1267 lewendi_computer] Yanê nuha barana ku bi ser min de dibare û min şil û şip dike, lê ji alîkî de jî cilên min dişo, ji vê zehmetîya cilşuştina modern baştir nîne? [1268 lewendi_computer] Axx, dunya axx! [1269 lewendi_computer] Dîsa derd û kulên min rabûn. [1270 lewendi_computer] Jinê xelkê jî bila bibêjin em jin in. [1271 lewendi_computer] Jinên xelkê cilên mêrê xwe dişon, utî dikin, babet babet paste û xwarinan çêdikin, a min jî xwarina ku ez çêdikim dixwe û begem nake û bi ser de jî tebaxa xwe ranake û pişt re jî dibêje »ji min re çayê bîne!«. [1272 lewendi_computer] De were kirasê xwe neçirîne! [1273 lewendi_computer] Min biryara xwe daye. [1274 lewendi_computer] Ez çend hevalên din ên wekî xwe bibînim, ezê Komela Mêrên Bindest deynim, daku em bikaribin li dij jinên zordest û serdest têkoşîna xwe ya mêranîyê bi pêşde bibin û di demên pêş de em dîsa bikaribin bibin serdest. [1275 lewendi_computer] Heqet bira-mirayên te, an jî merivên te yên mêr ku neheqî li wan dibe hebin, adresa wan ji min re bişîne belkî ew jî bibin endamê komela me, daku bikaribin bi riya komela me li heq û huqûqên xwe bigerin. [1276 lewendi_computer] Wîîî, ma tu çima diqeherî, ma ez rastîyê dibêjim. [1277 lewendi_computer] Jixwe rastî tirş e. [1278 lewendi_computer] Carekê mêrekî rastîyek gotibû, jinên heft gundan berra wî dabûn ew ji gund qewitandibûn. [1279 lewendi_computer] Neyse, neqehere. [1280 lewendi_computer] Tu mecbûrî derdê min bikşînî. [1281 lewendi_computer] Jixwe ez feqîr im, ez gune me, ez bê kes im, ez bê hal im, ma qet gunehê te bi min nayê. [1282 lewendi_computer] Li vê derê, li vî welatê gawirên wek zerika hêkê, bêyî te tu kesekî min tuneye. [1283 lewendi_computer] Diya min, birayê min, der û dor û cîranên min, heval û hogirên min hemû li wê derê ne, ma tu jî ji min bixeyidî ezê berê xwe bi ku de kim? [1284 lewendi_computer] De neyse neqehere, bise ez ji te re pêkenînekê bibêjim, belkî kêfa te were cî: [1285 lewendi_computer] Yek ji yekî dipirse: [1286 lewendi_computer] Gelo çend babet jin hene? [1287 lewendi_computer] Du babet, yek ji wan pir diaxife, ya din jî qet devê wê nasekine! [1288 lewendi_computer] Ez dibêjim bi vê pêkenînê tuyê du kîlo bigrî, ne wa ye? [1289 lewendi_computer] Wexta ku tu ji vê derê çû tu 67 kîlo bû, ne? [1290 lewendi_computer] Îcar tuyê bibî 69 kîlo, Xwedê zêde bike û ji serê me jî kêm ke! [1291 lewendi_computer] Mêze, tu bawerîyê bi mêzînên wê derê neynî ha! [1292 lewendi_computer] Çimkî Dîyarbekir nuha pir germ e û tu zanî ji ber germa Diyarbekirê hesin jî dihelin, êêê mêzîn jî tu zanî ji hesin e. [1293 lewendi_computer] Mumkun e ew mêzîna ku tu hildikişî ser, giranîya te 50 an jî 52 rê dide, eman eman, nebe nebe tu bawerîyê pê bînî û bîlleheq jî kêfa xwe neyne. [1294 lewendi_computer] Çimkî mêzîna ku ji germa bihele, bawerî pê nayê. [1295 lewendi_computer] Û wekî tu jî dizanî, ji ber problemên kîloyên zêde gelek kes ketine buxrana psîkolojîk û har û dînolojîk. [1296 lewendi_computer] Ya baştir ew e ku havînan li vir, zivistanan jî li Diyarbekirê xwe biwezinîne da ku tu nekevî ber çerxa har û dînolojîyê. [1297 lewendi_computer] Bê guman ê min pêşniyar e. [1298 lewendi_computer] Te dî yanê aqil, jixwe ji berê de bav û kalan gotine »aqil ji aqila ustuntir e« û dîsa bav û kalan, nizanim ji bo kê gotine lê, gotine »aqilê sivik û barê giran«. [1299 lewendi_computer] Tu dîsa xeyidî? [1300 lewendi_computer] Na, nexeyide û neqehere, çimkî gotinên bav û kalan li ciyekî wek hedîsên pêxemberan e. [1301 lewendi_computer] Û divê em hurmeta wan bigrin, yan na mirov yekser diçe cahnimê. [1302 lewendi_computer] Û tu zanî Cahnime agir e. [1303 lewendi_computer] Mirov tê de dişewite dibe kizirik, ûfff pir pîs e! [1304 lewendi_computer] Xwedê me ji agirê cahnimê û ji kîloyên zêde bisitirîne. [1305 lewendi_computer] Welle ez dibêm êdî bes e, çimkî xewa min tê, ez êdî nikarim dewam bikim. [1306 lewendi_computer] De hema kîloyan -pardon- silavan li herkesî ke, têm kîloyên mezinan û giramên piçûkan! [1307 lewendi_computer] Wîîî ev çi bû. [1308 lewendi_computer] De hema gelek silav. [1309 lewendi_computer] Ez [1310 lewendi_computer] 18 Hezîran 1991 [1311 lewendi_computer] Stockholma Wêran û Xopan [1312 lewendi_computer] Ev name di 18.06.1991-an de min ji hevjîna xwe M. [1313 lewendi_computer] Esmer’ê re [1314 lewendi_computer] şandibû ku wê wextê ew li Diyarbekirê bû. [1315 lewendi_computer] Ev nameya jêrîn do êvarê ji me re ji Çînê hat. [1316 lewendi_computer] Di vê sedsala 20-an de bi xêra poste û telefonan, êdî mirov dizane ku li kuderê Kurd hene. [1317 lewendi_computer] Hûn bi xwe jî dê bixwînin daku li Çînê jî Kurd hene. [1318 lewendi_computer] Zimanê nameyê me neguhert, her wekî xwe ye; yanê bi Kurmancîya Çînê ye. [1319 lewendi_computer] Hevalêng hêngja! [1320 lewendi_computer] Emg li vêng dergê ne gelek ing. [1321 lewendi_computer] Li gorg nifûngsa Çîngê emg engqelîyeteke pirg piçûng têng qengbûlg kiring. [1322 lewendi_computer] Çimkîng emg tenêng heftêng (70) milyonging. [1323 lewendi_computer] Mintingqa ku emg lêng dijîng, jêng re dibêjing »Çiyayêng Xûnang«. [1324 lewendi_computer] Çeng rongj berêng me jî cejnga Newrozingê pîrozing kirg. [1325 lewendi_computer] Dengbêjingê me yê bi naving û deng Şîng-Vang bi dengê xwe yê xweşing û tengbûringa xwe ya ringding sitranêng gelêrîng û folklorîng pêşkêşî me Kurdêng Çîngê kirg. [1326 lewendi_computer] Hongzang Şîng-Vang di dawîngê de sitranga mengşûr Kînge Emg gotg û şev-aheng xelas bûng. [1327 lewendi_computer] Her wengha li vêng dergê me jî Engstîngtûnga Kurdîng a Çîngê vekirg. [1328 lewendi_computer] Hûng dikaring hemû kovaring û kitabing û belavokêng xwe bişîning ser navnîşanga Engstîngtungê. [1329 lewendi_computer] Ji bo hejmaringa dinga kovaringa we, emgê ji weng re gotaringekê li ser du nivîskaringêng me yêng mezing Mahn-Mungt Bang-Sîng û Meng-Metg Ung-Zing binivîsing ku kitabêng wangêng vê dawîngê li vêng dergê bi zimangê Çîngî jî derketing. [1330 lewendi_computer] De heta mektûbinga ding, bimîning di xweşîngê de. [1331 lewendi_computer] Bi silavingên birangîyê! [1332 lewendi_computer] Bismîlla, [1333 lewendi_computer] Berîya ku dest bi mektûnba xwe bikim, silavên Xwedayê alemîn li ser we be. [1334 lewendi_computer] Têm çavê piçûkan, destê mezinan maç dikim. [1335 lewendi_computer] Hun çawan in? [1336 lewendi_computer] Baş in? [1337 lewendi_computer] Îşella hun baş in. [1338 lewendi_computer] Ger hun li min bipirsin, hemd olsin şukur ji Xwedê re ez baş im, hema bila sihheta we di cî de be bo min bes e. [1339 lewendi_computer] Tek meraqa min hun in. [1340 lewendi_computer] Îşella hun jî baş in. [1341 lewendi_computer] Êêêê, çi dikin, çi nakin? [1342 lewendi_computer] Çi hewadîs hene ji min re binivîsin. [1343 lewendi_computer] Li vê derê hewadîs mewadîs muhîm tuneye, dunya sar e. [1344 lewendi_computer] Merivên me giş çawan in? [1345 lewendi_computer] Kî zewicîye, kî mirîye, kî maye? [1346 lewendi_computer] Zadê îsal çawa ye, çêre çawa ye, pez çawan in? [1347 lewendi_computer] Ji kurxalê xwe Evdo re pir pir silavan dikim, têm destê wî û têm herdu çavên kurê wî Elo. [1348 lewendi_computer] Birayê min Mihyeddîn çawa ye? [1349 lewendi_computer] Li wî, li jina wî, li bûrayê wî, bacanaxê wî û cîranê wan bol bol silava dikim. [1350 lewendi_computer] Wekî din jî li merivê me gişa, li yê ku ez nas dikim û nasnakim, li hemûya pir pir silava dikim. [1351 lewendi_computer] Ê ku vê mektûbê dixwîne, ê ku guhdarîya wê dike, li hemûya silava dikim. [1352 lewendi_computer] Wekî din jî, yên ku min ji bîra kirine navê wan binivîsim, li gişan silava dikim. [1353 lewendi_computer] Dîsa ê ku li min dipirsin û miraqa min dikin li gişa silava dikim. [1354 lewendi_computer] Berîya ku mektûba xwe biqedînim, careke din li we gişan yeko yeko silava dikim, têm destê mezina, çavê piçûka maç dikim. [1355 lewendi_computer] Emanetê Xwedê bin..! [1356 lewendi_computer] [1357 lewendi_computer] Ev serê bîst salan e ku li Swêdê me. [1358 lewendi_computer] Dikana min, tirimbêla min û xanîyekî min heye. [1359 lewendi_computer] Ez dixwazim bizewicim. [1360 lewendi_computer] Emrê min 44,5 e. [1361 lewendi_computer] Qama min 144,5 e. [1362 lewendi_computer] Giranîya min jî 44,5 e. [1363 lewendi_computer] Porê min hîn neweşîyaye. [1364 lewendi_computer] Lê divê ez rastîyekê bibêjim ku çend tayên sipî ketine nav porê min, lê tişt nabe ezê bi boyaxa Awrupayê boyax kim. [1365 lewendi_computer] Li benda boyaxa we, pardon bersiva we me! [1366 lewendi_computer] Em çend Kurdên welatparêz wek taban (yanî endam) li bajarê Diyarbekirê gihîştin hev, me rêxistina xwe ava kir. [1367 lewendi_computer] Navê rêxistina me PKBS (Partiya Kurdên Bê Serok) ye, çimkî me hîn ji xwe re serokek nedîye. [1368 lewendi_computer] Rica me ji serokên bê taban ên li derveyî welêt ew e ku ger tu karmarekî wan î din tunebe, bikaribin werin serokatîya me bikin. [1369 lewendi_computer] Ger serokên bê taban nemabin, yekî ku tecruba wî hebe û wext-î zemanin de ji bo seroktîyê ji partîya xwe veqetiyabe jî dibe. [1370 lewendi_computer] Navê partiyê jî, piştî ku me serokek dît em dikarin di kongrê de biguherin. [1371 lewendi_computer] Pêşniyara me endaman ew e ku navê partiyê disa wek PKBS bimîne, lê li şûna Bê emê Bi binivîsin, yanî Partîya Kurdên Bi Serok. [1372 lewendi_computer] Rojûnûz baş olsûn ey Kovar-î Armanc’in Beroş namiyle namîdar quncikîyle xebat eyleyen hevaller. [1373 lewendi_computer] Bendenîz zikmak dîlî Turkçe olan bîr Turkum. [1374 lewendi_computer] Ji ber vê yekê den dolayi, mecbûren sîze Turkçe nivîsîyorum. [1375 lewendi_computer] Hêvî we rîcam odur kî bu name-yî xwendevanimi zimanê Kurdî’nin Kurmancî lehçesîne wergerleseniz zêde memnûn olûrûm. [1376 lewendi_computer] Çimkî ben çox fîkîrledîm, baxtim kî Turk çepinde bîr xêr yoxtir, ji ber wê sedemêden dolayi onlardan devjêberdan eyledîm we şîmdî de daxwazim Kurd çepîne nêzîk olmaktir. [1377 lewendi_computer] Her cûre kar û bariniz de serkevtî olmanizi Xuda-yî alemden daxwaz eyler we şîmdîden dil û can île tum sipaslarimi pêşkêş eylerîm efendîm. [1378 lewendi_computer] Rifaqên me yên ’ezîz di mucella Mîrkut de. [1379 lewendi_computer] Bi sereha ez gellekî besitîm ku min mucella we xwend. [1380 lewendi_computer] Lî ennehû wexta ku mucelleyeke fukahî bi zimanê Kurdî izdar dibe ya’nî tetewireke melhûz di tarîxa sefahet el-Kurdî de tê încaz kirin. [1381 lewendi_computer] Ez bi xwe şexsen kitîr temennî dikim ku hûn her daîm û kul yewm îstîmrar bikin. [1382 lewendi_computer] Her biye-îşe mucellet-ul Mîrkut ! [1383 lewendi_computer] El bersiv el-mucellet ul-Mîrkut min bajar el-Stockholm. [1384 lewendi_computer] Heval el-xoşewîst [1385 lewendi_computer] Yûdil geşûna ennû bersivûke, ’ela gotinûkatûke el-bî heyat w’el-giranat el ku nayên hilgirtin we nayên daqurtandin. [1386 lewendi_computer] Çimkî nametûka ket fî destûna, fe kul xwendevanûna têdinegihîştûna. [1387 lewendi_computer] Fe ennû daxwazû min ke en tu were me’a nametûke fî cartên,yan jî hîn bibe zimanûke. [1388 lewendi_computer] El beşet ul-vegerandin fî kovaret el-Mîrkut [1389 lewendi_computer] Divê xwendevan çewt fam nekin. [1390 lewendi_computer] Çimkî qontax du maneyên xwe hene: [1391 lewendi_computer] 1-Dîn, rentele, beredayî, şêt, perçe, xînt. [1392 lewendi_computer] 2-Têkilî, peywendî, hevûdunaskirin. [1393 lewendi_computer] Em li vê derê kelîmeya Qontaxê di maneya têkilî, peywendî û hevûdunaskirinê de bi kar tînin. [1394 lewendi_computer] Ji ber wê yekê, divê ku xwendevanên me yên baqil zanibin û nekevin çewtîyan. [1395 lewendi_computer] Her weha divê ku dîsa xwendevanên me yên baqil (ne dîn) ji xwendevanên nebaqil (dîn) re vê yekê bibêjin daku bila ew jî nekevin çewtîyan. [1396 lewendi_computer] 1-Hewlêr-kod M.Q. [1397 lewendi_computer] 361 [1398 lewendi_computer] Min kiçêkî zor qij zerd im û hemîşe kurd im. [1399 lewendi_computer] Temenim emroke bûwe be 36, belam min wa ezanim ke eme rast nîye, xelet e. [1400 lewendi_computer] Çunke katê ke min le dayik bûme, ew wexte bawkim le cenûbî îraq kar dekird, daykim le şwênî bawkim çûwe bo daîreyî nufûs we le wê tarîxî ledayikbûnî min nûsrawe ke min delêm eme xelet e, debê temenim 35 be. [1401 lewendi_computer] Belam eme girîng nîye, 35-36 ferqî nîye. [1402 lewendi_computer] Êsta min le Swêd dejîm. [1403 lewendi_computer] Min zor hezî le natur wate tebîet û musîqayî xerbî dekem. [1404 lewendi_computer] Zor pêm xoş e ke le gel gence kurdekanman têkilayî wate peywendî bidozimewe. [1405 lewendi_computer] Êwe detiwanin namekantan le ser em kode »MQ-361« be kurdî, îngilîzî, swêdî, ferensî, elmanî, erebî û farisî binêrin. [1406 lewendi_computer] Awatim namekantan e! [1407 lewendi_computer] 2-Qerejdax-Malxirab-371 [1408 lewendi_computer] Ero ez tebiî mi, salê mi 26 i, çi weri ber devê mi dibêm. [1409 lewendi_computer] Dixwazim bi keçikeka gi çi tê ber devê wê dibê re qontaxê deynim. [1410 lewendi_computer] Hoby’ên mi; keçika gi ji mi ra mektûbê bişîni ji çi hez biki, ezê jî ji wan tiştan hez bikim. [1411 lewendi_computer] Li hêvîya mektûba we mi. [1412 lewendi_computer] Hinkî zû..! [1413 lewendi_computer] 3-Mêrdîn-Mutewazî-381 Ez qeble ewwel xort, lê elan ‘emrewasat im. [1414 lewendi_computer] Ji aîleyeke mutewazî me. [1415 lewendi_computer] Dixwazim bi keçeke ku ji aîleyeke mutewazî hatibe re elaqet el-heyat eltewîl bisicilînim. [1416 lewendi_computer] Ez li bendî mektûbên we me. [1417 lewendi_computer] Bî sur’a biersilînin..! [1418 lewendi_computer] 4-Qonye-Ezî Kurd im-391 [1419 lewendi_computer] Ezî Kurd im. [1420 lewendi_computer] Yaşê min 30 e. [1421 lewendi_computer] Ez arasira duşunmîş dibim ev heyat wengî nabe. [1422 lewendi_computer] Ev ne yaşamax e, yaşamax dêdixin gereke merî qontax yapmîşke, însanan tanimîşke. [1423 lewendi_computer] Bo tanimaxê jî gereke em ji hev ra yazmîş bikin. [1424 lewendi_computer] Ez mektûbê we beklemîş dikim. [1425 lewendi_computer] Yazmîşkin..! [1426 lewendi_computer] 5-Dîyarbekir-Keko-401 [1427 lewendi_computer] E jî kurd im, tu jî kurd î, de bişîne haa! [1428 lewendi_computer] Ma tu li wê, e li vê, tu jî zanî, e jî zanim, xwedê jî zane. [1429 lewendi_computer] Ma niza tu li hêvîya çi yî? [1430 lewendi_computer] Muzîk: e jî hez dikim. [1431 lewendi_computer] Tebîet: weleh, e ji wê jî hez dikim. [1432 lewendi_computer] Dans: boy xatirê te ew jî erê. [1433 lewendi_computer] Bob Marly: nizam çi ye, lê ew jî erê. [1434 lewendi_computer] Elvîs Presley: erê erê, ew jî erê, de bişîne haaa..! [1435 lewendi_computer] Di gelek rojname û kovaran de, li ser bergê paşî yê hin kitêban, bi navê »jiyana wî«, »jiyana min« an jî »kurtejîyana min« nivîskarên me behsa jîyana xwe dikin. [1436 lewendi_computer] Nivîskarên xelkê wexta ku behsa »kurtejîyana« xwe dikin tenê bi kurtî behsa nivîskarî û berhemên xwe dikin. [1437 lewendi_computer] Lê yên me? [1438 lewendi_computer] Yên me ji zarotîya xwe dest pê dikin, behsa bapîr û kalikê xwe, behsa rêwîtîyên xwe yên bo hin bajaran, behsa tarîxa Kurdan dikin, behsa şerê Şêx Seîd, serîhildana Dêrsimê, şerê Îran û Iraqê, şerê Lubnanê û hîn gelek tiştên din dikin. [1439 lewendi_computer] Yanê nivîs ji kurtejiyanê derdikeve dibe tiştekî din; dibe »dirêjejiyan«. [1440 lewendi_computer] Îcar ji ber wê yekê ez fikirîm min got eger bi vî awayî be ezê jî »kurtejiyana« xwe binivîsim. [1441 lewendi_computer] Di vê »kurtejiyana« min de tu derew û mubalexeyek tuneye. [1442 lewendi_computer] Min jî bi rastî »kurtejiyana« xwe nivîsîye, lê bi awayê wan hevalan. [1443 lewendi_computer] Belê ev e kurtejiyana min: [1444 lewendi_computer] »Kurtejiyana min« [1445 lewendi_computer] Yekem rojnama Kurdî di 1898-an de li Qahîrê derket, 56 sal piştî derketina rojnama Kurdistanê ez li hêla Qerejdaxa şewitî ya ku ji sitranan re bûye mesela herî sereke, di nav eşîra Kejan de li gundê Şêxulîya Jêrin a bi dar û ber û şîn û şênahî, di şeveke reş a zivistana tarî de, di pûk û serma û ba û bahoz û berf û baranê de, di odeyeke xanîyekî kevnî kevnare yî nîv xerabe de, bi alîkarîya hin jinepîrên gundê me yê wêran û xopan, hatime vê dunya û cîhan û gerdûna qehr û hesret û elem û êş û kul û derdan. [1446 lewendi_computer] Bi hatina min a dunyê re jinepîrekê derhalkê mizgînî gihandiye bavê min. [1447 lewendi_computer] Bavê min jî li gor ‘erf û adet û toreyê Kurdan di oda tijî mêvan de rabûye ser pîyan û dîsa li gor adetên Kurdên ku ji wan re kur çêdibe, pêşî destê xwe avêtiye debança xwe ya »belçîqa«, jarjurek tijî bi hewa de vala kirîye, paşê jî ji bêrîka xwe li gor perê wê wextê 50 lîre derxistîye daye pîrejinê. [1448 lewendi_computer] Gundî û meriv û nas û dost û heval û hevrê û hogirên bavê min yên ku li wê derê bûne kêfa gişan hatîye. [1449 lewendi_computer] Herkesî yeko yeko, hinekan jî bi hev re bavê min pîroz kirine. [1450 lewendi_computer] Ez hê di pêçekê de bûm ji alîkî de diya min, ji alîkî de jî pîrika min û carna jî kalikê min û car carna jî, eger bi mêvanî bihata, xalê min guhên min ên nuh û nerm û sorik û nazik bi sitran û çîrok û lorîkên me yên folklorîkên kevn ên ku bermaye û mîrasa kultura me ya pênc hezar salî bû, tijî dikirin. [1451 lewendi_computer] Li gor diya mina renckêş û ezîyetkêş û reben û dilovan; ez hê heşt mehî bûm bi ser niga ketim. [1452 lewendi_computer] Li gel şîrê diya xwe û carna jî yê mange û bizinan, ez bi lîstikên me yên folklorîk ên zarokan û bi Mewluda me ya Kurmanckî [1453 lewendi_computer] »Hemdê bê hed bo Xudayê alemîn [1454 lewendi_computer] Ew Xudayê daye me dînê mubîn« mezin bûm. [1455 lewendi_computer] Emrê min bû şeş, li Tirkîyê înqilaba eskerî çêbû. [1456 lewendi_computer] Di destpêka înqilaba eskerî de ku Cemal Gursel bû serokê Tirkîyê, min jî dest bi mektebê kir. [1457 lewendi_computer] Di mektebê de ez pir zîrek û jêhatî û lêhatî û şek û pek û çapik û zane bûm. [1458 lewendi_computer] Her çendî di wî emrî de haya min ji fîlozofê me yê millî Ahmedê Xanî û şaîrê me yê sofî yê klasîk Melayê Cizîrî û nivîskar û şaîrên navdar û meşhûrên biyanî yên wek Sadîyê Şîrazî, Xeyam, Victor Hugo, J. [1459 lewendi_computer] J. [1460 lewendi_computer] Rousseau tunebû, lê dîsa jî meraqa min her li ser edebîyat û hunera bilind bû. [1461 lewendi_computer] Çimkî min her dixwest ez li ciyên bilind rûnim. [1462 lewendi_computer] Ji ber wê yekê ez her tim diçûm ser kevir û gome û zinar û mit û lat û teht û nehîtên bilind û min ew sitranên me yên hezar salî yên ku ji kûrahîya taristana tarîxa me hatibûn gehîştibûn vê rojê ku nuha ji alî hin folklorîstên me ve tên berevkirin, digotin. [1463 lewendi_computer] Pêşî hevalên min, paşê mamoste û piştî wan gundîyên me û piştre jî bavê min lê varqilî ku ez gelekî zîrek im, ji bo xwendina min, rabû mala me barkir bir Diyarbekira xopan a serberjêr a bi qele û sûr û beden a li ber çemê Dîclê ku di wexta xwe de di bin serokatîya Şêx Seîdê Pîran de Kurdan serî hildabûn. [1464 lewendi_computer] Min got serîhildana Şêx Seîd divê ku ez behsa kalikê xwe jî bikim. [1465 lewendi_computer] Kalikê min di serîhildana Şêx Seîd de li gund bû. [1466 lewendi_computer] Her çendî ew neketibû şer, lê ez bawer im heke têketa şer, ewê biba qûmandarê Paloyê. [1467 lewendi_computer] Lê li gor gotina apê min ê Seydo, giş ji ruyê pîrika min Etê de bûye ku kalikê min neketîye şer. [1468 lewendi_computer] Çimkî pîrika min a Etê pir ji kalikê min hez dikir, ji ber wê jî xwestîye berî ku here şer ji kalikê min re nanê şikeva lêxe. [1469 lewendi_computer] Rabûye hevîr kirîye, agir dadaye, sêla xwe avêtîye ser agir û nan lêxistîye. [1470 lewendi_computer] Nanê pêşî yê germ li gel rûnê nivîşk daye ber kalikê min. [1471 lewendi_computer] Kalikê min di gepa pêşî de bi ser pîrika min de qîjîyaye û gotîye »Nanê te bê xwê ye!«. [1472 lewendi_computer] Pîrika min a Etê jî gotîye »Na!« Li ser vê yekê yek ji wî û yek ji wê, pêşî bi devkî, paşê bi hundukî û gurmikî û kulmikî, pişt re jî pihînkî li hev xistine. [1473 lewendi_computer] Kalikê min serê pîrika min şikandîye. [1474 lewendi_computer] Pîrika min bi wê xwîna serê xwe berbi mala birayên xwe reviyaye. [1475 lewendi_computer] Kalikê min jî daye dû wê. [1476 lewendi_computer] Birayên pîrika min derketine rasta gund, xwe li kalikê min rakişandine, xwestine li kalikê min xin. [1477 lewendi_computer] Lê birayên kalikê min jî xwe bi kalikê min re gîhandine. [1478 lewendi_computer] Pêşî bi ço û daran, paşê piçekî ji hev dûr ketine, îcar bi keviran û dû re jî bi tifingên »çaplî« û »almanî« repandine hev. [1479 lewendi_computer] Sê birayên pîrika min û du birayên kalikê min û çar gundîyên ku ketine navberê di vî şerî de birîndar bûne. [1480 lewendi_computer] Berbi êvarê şer rawestîyaye. [1481 lewendi_computer] Herkesî birîndarên xwe birine malê, birînên wan kewandine û pêçane. [1482 lewendi_computer] Paşê nêzî nîvê şevê rîsipî û axalerên eşîrê li hev civîyane. [1483 lewendi_computer] Dilê min liyane, dilê min liyane. [1484 lewendi_computer] Wîîî! [1485 lewendi_computer] Ev çi bû? [1486 lewendi_computer] Bibexşînin min got qey ez stranan dibêjim! [1487 lewendi_computer] Belê, fikirîne, ponijîne. [1488 lewendi_computer] Birine anîne, wezinandine, kişandine. [1489 lewendi_computer] Çi bikin, çi nekin, bi çi awayî her du serîyan li hev bînin. [1490 lewendi_computer] Rîsipî û axaleran bi her-du alîyan re qise kirine. [1491 lewendi_computer] Herdu alîyan birine, anîne, pîvane, wezinandine. [1492 lewendi_computer] Paşê bi raya gişan çar ga û du mange û sê mî û du beran û bizin û karikek û du mirîşk û bîst û çar hêk li kalikê min wek ceza birîne. [1493 lewendi_computer] Kalikê min derhalkê ban bavê min kirîye. [1494 lewendi_computer] Bavê min yekser çûye cezayê kalikê min anîye daye mala bavanên pîrika min. [1495 lewendi_computer] Kalikê min jî bi çeplê pîrika min girtîye anîye malê. [1496 lewendi_computer] Wê şevê bi hev re deng nekirine. [1497 lewendi_computer] Roja din jî bi hev re deng nekirine. [1498 lewendi_computer] Ji ber vî şerê di navbera kalikê min û bavanên pîrika min de, kalikê min ji bîra kirîye ku wê biçûya têketa şerê Şêx Seîd. [1499 lewendi_computer] Hetta van salên dawîn jî -ez bi xwe jî giham ser- kalikê min û pîrika min wexta ku behsa Şerê Şêx Seîd dibû şer dikirin. [1500 lewendi_computer] Kalikê min pir li ber vê yekê diket û bi ser pîrika min de diqîjya. [1501 lewendi_computer] Neyse em dîsa vegerin ser meselê. [1502 lewendi_computer] Belê, li Dîyarbekir em li taxa mala Cemîl Paşayê bapîrê Qedrî û Ekrem Cemîl Paşa yên ku demekê li Sûrîyê di 1932-an de li gel rehmetîyê Celadet û Kamûran Bedirxan kovara Hawar derdixistin, diman. [1503 lewendi_computer] Gerçî pişt re kovarên Ronahî û Roja Nû jî derxistin, lê ji ber ku ez behsa »kurtejîyana« xwe dikim, ezê nuha nekevim nav wan meseleyan. [1504 lewendi_computer] Belê, em li ku mabûn! [1505 lewendi_computer] Temam nuha hat bîra min: kurtejiyan! [1506 lewendi_computer] Erê »kurtejiyan« e, lê welê xuya ye, ê min jî wek yê hinekan piçekî dirêj bû. [1507 lewendi_computer] Îcar di rojnamê de cih jî tuneye ku vê kurtejîyana xwe piçekî din dirêj bikim. [1508 lewendi_computer] Ji xwe ez texmîn nakim ku redaksîyon jî bihêle. [1509 lewendi_computer] Ji ber wê yekê ezê behsa hin dewreyên jiyana xwe nekim, ji xwe ne pêwîst e jî ku ez rabim bibêjim min mektebên seretayî (ilkoqil), navendî (orteoqil) û lîse û unîversîte li Diyarbekirê xwendine. [1510 lewendi_computer] Her weha ez ê behsa dewra DDKD’yê jî nekim ku di 1977-an de me li Diyarbekirê ava kiribû. [1511 lewendi_computer] Ji xwe di 1980’yî de bi hatina Cûntayê re ew jî hat girtin û ji ruyê vê komelê de polîsan ez girtim, li Çarşîqereqolîya Diyarbekirê bi êzingan li min xistin, parsûyên min ên alîyê rastê hê jî ji ber wan lêdanan diêşin. [1512 lewendi_computer] Min gelek îşkence dît, îşkenceya ku min dît bila qet neyê-pardon bila were- serê dijminê min. [1513 lewendi_computer] Eger hûn ji min bawer nakin, herin ji wê xanima ku li Xaça Sor kar dike bipirsin, ew bi êşa min dizane. [1514 lewendi_computer] Neyse, qet mepirsin yan na ezê jî bi navê »di îşkencê de nîv saet« kitêbekê binivîsim. [1515 lewendi_computer] Nivîskarîya min hê ez şeş salî bûm dest pê kir. [1516 lewendi_computer] Cara pêşîn min bi qelema reş li ser kaxeza sipî navê xwe nivîsî û mamoste ji min re got »aferîn!«. [1517 lewendi_computer] A ji wê rojê de ye ez her dinivîsim. [1518 lewendi_computer] Ji mektûbên eşqê û yên eskeran bigrin heta bi lotto û totoyan ez dinivîsim. [1519 lewendi_computer] Di destpêkê de meraqa min pir li ser helbestan bû. [1520 lewendi_computer] Lê bavê min û diya min nedihîştin ku ez helbestan binivîsim. [1521 lewendi_computer] Her çendî xwendin û nivîsandina wan tune bû jî, lê daxwaz û meraqa wan her ew bû ku ez roman û çîrokên pir dirêj binivîsim. [1522 lewendi_computer] Hela tew pîrika min, wê jî digot »binêre lawo, gerek tu romanên welê binivîsî ku ji yên Viktorê Hugo jî baştir bin!«. [1523 lewendi_computer] Dîsa jî her wexta ku fersend bi dest min biketa, min bi dizî helbest jî dinivîsand. [1524 lewendi_computer] Lê min ji tirsa dê û bavê xwe û bi taybetî ya pîrika xwe, helbestên xwe dikir ber doxîna xwe, di pizîya derpîyê xwe de vedişartin. [1525 lewendi_computer] Rojekê dîsa min û zarokên kuçê me ji xwe re li derve dilîst, helbestên min jî di ber doxîna min a lastîkî de bûn. [1526 lewendi_computer] Û çima lastîka doxîna min neqetîya! [1527 lewendi_computer] Wele ji fedîya ez reviyam malê, min şalê xwe guhert. [1528 lewendi_computer] Paşê lê varqilîm ku ew helbestên min ên ku di pizîya doxîna min de bûn hemû ketine. [1529 lewendi_computer] Hema yekser ez revyam derve ciyê lîstikê, ez li helbestên xwe geriyam. [1530 lewendi_computer] Lê çi heyf ku bayê lêxistibû, hemû bi hewa de firyabûn, çûbûn. [1531 lewendi_computer] Ji wê rojê de ye ew helbestên min ên ber doxînê ji min re bûne kul û derd, nayên bîra min jî ku çawa bûn, belkî min bikarîba ji nû ve binivîsanda. [1532 lewendi_computer] Hema sernavên wan jî heba bes bû. [1533 lewendi_computer] Ger ew helbestên min ên ku ji pizîya doxîna min ketin û wenda bûn, nuha hebana ez bawer im, di edebîyata Kurdî de rewşa helbestan wê nuha ne welê qels bûya. [1534 lewendi_computer] Di 1976-an de çar kitêbên min ji cildçî derketin. [1535 lewendi_computer] Ya pêşî li ser Fîzyolojîyê bû, yên din jî li ser Botanîk, Bîyokîmya û Mîkrobîyolojîyê bûn. [1536 lewendi_computer] Çîroka van kitêban jî weha ye: Me hê nuh dest bi van dersan kiribû, kitêbên çapkirî tunebûn. [1537 lewendi_computer] Mamostên me wek teksîr nivîsên van dersan li me belav dikirin, me jî dibir ser cildçî hem cild dikir û hem jî navê xwe bi herfên zêrîn an jî zîvîn li ser wan dida nivîsandin. [1538 lewendi_computer] Belê bi vî awayî gelek kitêbên min derketin, lê nuha navên wan nayên bîra min. [1539 lewendi_computer] Berhemên min ên çapnebûyî gelek in. [1540 lewendi_computer] Ji ferhengên Kurdî bigrin heta bi astrolojî û folklorolojîyê, ji 200-î zêdetir kitêbên min ên di heşê min de ji çapê re amadebûyî hene. [1541 lewendi_computer] Eger ez nav û sernavên wan rêz kim mumkun e deh rûpelên Armancê bigrin. [1542 lewendi_computer] Ji ber wê ez hewce nabînim binivîsim, lê eger rojekê fersendek din a weha têkeve destê min ez ê qala wan jî bikim. [1543 lewendi_computer] Belê, piştî 1980’yî cûnta eskerî hat ser hukum, ez jî wek gelek Kurdên din ji mecbûrî ji welêt derketim hatim Sûrîyê. [1544 lewendi_computer] Wexta ku ez li Sûrîyê bûm şerê Îsraîl û Ereban her berdewam bû. [1545 lewendi_computer] Paşê çûm Lubnanê, li wir jî her şer bû. [1546 lewendi_computer] Ji xwe her wê salê bû ku Îngilizan avêtibûn ser giravên Falklandê. [1547 lewendi_computer] Û Enwer Sedat jî hatibû kuştin. [1548 lewendi_computer] Di vê navberê de min her dixwend û dinivîsand. [1549 lewendi_computer] Çunkî min hê ji biçûktî de kiribû heşê xwe ku ezê bibim nivîskar an jî romannivîs. [1550 lewendi_computer] Ez demekê li wan deran mam, di vê mayina xwe de ji alî edebî, kulturî, civakî, tarîxî, siyasî û folklorî ve ez gelekî pêşde çûm û pir jî pijîyam, heta ez welê pijîyam ku êdî çermê laşê min dihat xwarê. [1551 lewendi_computer] Lê êvarî berî razanê min mast di laşê xwe dida piçekî êşa wî disekinî. [1552 lewendi_computer] Carna jî dibû vizîna çend gulle û mermîyên Îsraîlî û Ereban ku di ber guhên me re dipekîyan, lê dîsa jî hewayeke edebî û entellektuelî hebû. [1553 lewendi_computer] Mesela, carê tê bîra min, me şorba nîska dixwar û her weha me munaqeşeyek jî li ser edebîyata pir bilind a Kurdî û biyanî dikir. [1554 lewendi_computer] Em welê bi munaqeşeyê de ketibûn ku haya me ji kevirên nav şorbê tunebû ku me ew jî pê re dixwarin. [1555 lewendi_computer] Ji xwe ji ber wê şorba nîska ye ku nuha du diranên min ên qîl şikîyane. [1556 lewendi_computer] Gerçî ji bo çêkirina wan min muracaatî Xaça Sor a Swêdê kirîye. [1557 lewendi_computer] Îcar eger bikaribim bidim îspat kirin ku diranên min ji ber bîr û bawerîyên min ên sîyasî hatine şikandin, ewê alîkarîya min bikin. [1558 lewendi_computer] Ez dibêjim qey ez piçekî ji meselê bi dûr dikevim. [1559 lewendi_computer] Lê na, na! [1560 lewendi_computer] Qet xwe aciz mekin, ez ê ji vê û pê de pir kurt bibêjim. [1561 lewendi_computer] Belê, paşê hatim Swêdê. [1562 lewendi_computer] Piştre çûm Parîsê, dîsa vegeryam Swêdê. [1563 lewendi_computer] Nuha li Stokholmê dimînim. [1564 lewendi_computer] Di redaksîyona Armancê de kar dikim. [1565 lewendi_computer] Ji xwe ez dibêjim hewce nake ku ez rabim bibêjim ku ez bi Kurdî (Kurmancî, Dimilî, Soranî, Şêxbizinî, Hewramî, Feylî), Tirkî, Swêdî, Fransî zanim. [1566 lewendi_computer] Gerçî wextekê ez çûbûm kursa Erebî, Farisî û Îngilîzî jî lê emê wan hesab nekin. [1567 lewendi_computer] De-mekê jî hin hevalên min ên Îspanyol û Rûs hebûn, wexta wan bi zimanên xwe qise dikirin min jî guh-darîya wan dikir, yanê guhê min ji wan zimanan re jî ne xerîb e. [1568 lewendi_computer] Lê ez dibêjim emê wan jî nehesibînin. [1569 lewendi_computer] Nuha hûn ê bibêjin qey ez pesnê xwe didim, ma ji xwe gundîyên me hemû min nas dikin, ne hewce ye ku ez behs bikim. [1570 lewendi_computer] Bi qasî ku gundiyên me min nas dikin, ez bawer nakim ku Ewrûpî û Kurdên li derveyî welêt min nas bikin. [1571 lewendi_computer] Ji xwe di nav eşîra me de malbata herî navdar em in û di nav malbata me de jî yê herî bi nav û deng ez im. [1572 lewendi_computer] Çimkî bavê min şofêr bû. [1573 lewendi_computer] Ez jî telebe bûm. [1574 lewendi_computer] Axirkê, yanê te dî eyb e ez nuha rabim pesnê xwe bidim, lê te dî yanê ez ji malbateke navdar im û bi ser de zewicîme jî. [1575 lewendi_computer] Gelo nizanim pêwîst e ku ez behsa endametîya xwe ya PEN’ê û Yekîtîya Nivîskaran bikim? [1576 lewendi_computer] Ez dibêjim na! [1577 lewendi_computer] Eyb e! [1578 lewendi_computer] Ji xwe herkes dizane ku ez endamê Amnesty, Partiya Sosyal Demokratên Swêdê, Federasyona Kurdan Li Swêdê, Komela Kurdan ya taxa me, Xaça Sor, Komela Kirêçîyan, Komela Mamostan, Komela Beledîya taxa me û hîn gelekên din im. [1579 lewendi_computer] Belê, ez zanim pir kurt bû, lê ji xwe navê wê li ser e: »kurtejiyan«. [1580 lewendi_computer] Li Kurdistana Bakur di salên 1913-an de ronakbîrên Kurd li Îstenbolê bi navê Yekbûn, Jîn, Rojî Kurd, Hetawî Kurd gelek rojname û kovar derxistin. [1581 lewendi_computer] Zimanê rojname û kovarên wan nîvî bi Kurdî û nîvî jî bi Tirkî bû. [1582 lewendi_computer] Paşê hêdî hêdî tenê bi Tirkî, an jî hin nivîs jê bi Kurdî derxistin. [1583 lewendi_computer] Bi qasî ku em pê dizanin, ji destpêka 1900-î heta 1980-î li Kurdistana Bakur, Kurdan 76 kovar û rojname derxistine ku ji wan tenê yek xurû bi Kurdî bû, ew jî di 1979-an de bi navê Tîrêj derket, yên din dîsa hemû bi Tirkî bûn. [1584 lewendi_computer] Yanê ji % 99 bi Tirkî, ji % 1 bi Kurdî derketine. [1585 lewendi_computer] Piştî 1980’yî Kurdan dîsa dest bi derxistina rojname û kovaran kirin. [1586 lewendi_computer] Ji 1984-an û vir de li Kurdistana Bakur nêzîkî 40-50 kovar û rojnameyên Kurdî derketin ku ji wan hinek hê jî berdewam in. [1587 lewendi_computer] Lê ji nav van tenê Rojname û Welat ne tê de, yên din dîsa hemû bi Tirkî ne. [1588 lewendi_computer] Çi ecêbek mezin e, bifikirin, milletekî nêzîkî 15 mîlyon însan, di nav 67 salan de ronakbîrên wî milletî bikaribin 40-50 kovaran derxin ku tenê du heb ji wan bi Kurdî bin, yên mayî bi Tirkî bin. [1589 lewendi_computer] Yanê ev tê wê maneyê ku ji % 98’ê ronakbîr û nivîskarên Kurdan naxwazin bi Kurdî binivîsin, bi Tirkî dinivîsin. [1590 lewendi_computer] Îcar milletê me yê feqîr jî dixwaze bizanibe ka ronakbîrên wî çi dibêjin. [1591 lewendi_computer] Lê ji bo ku ji ronakbîrê xwe fêm bike divê ku pêşî fêrî Tirkî bibe. [1592 lewendi_computer] Yanê bi nezanî em milletê xwe asîmîle dikin. [1593 lewendi_computer] Îcar li alîyekî din jî em radibin fortê xwe didin û dibêjin »gerek em li dijî asîmîlasyonê rawestin«. [1594 lewendi_computer] Yanê çi? [1595 lewendi_computer] Gotinên hîç û pûç! [1596 lewendi_computer] Li gor reqemên ku me li jorê nivîsîne Kurdên Kurdistana Bakur ji destpêkê heta nuha nêzîkî 132 kovar û rojname derxistine ku ji wan tenê 3 heb bi Kurdî ne. [1597 lewendi_computer] Û rewşa zimanê me jî li ortê ye. [1598 lewendi_computer] De îcar eksê wê bifikirin. [1599 lewendi_computer] Gelo ji wan 132 kovar û rojnameyan ger sê heb tenê bi Tirkî û yên mayî jî bi Kurdî bana, ma rewşa zimanê me wê wek îro ba? [1600 lewendi_computer] Eman gidî zû kin, lez kin şîyarbin, dewleteke kûkla li Rojhelata Navîn ava dibe, ev dewleta kûkla ku bi destê emperyalîzmê çêdibe tahlûkeyek gelek mezin e ji bo me Kurdan, çunkî wê TV ya wan bi Kurdî be, mekteb bi Kurdî be, leşker wê bi Kurdî talîmê bikin, yanê bi kurtî wê her tiştê wan bi Kurdî be, îcar ev yeka jî ji bo me talûkeyeke mezin e. [1601 lewendi_computer] Çimkî em ji xwe re carê fêrî Erebî, Tirkî û Farisî bûne, ji mektebê bigre heta karên xwe yên burokratîk jî daxî bi zimanên wan dikin. [1602 lewendi_computer] Ev nîmetên hanê wê hemû ji destê me herin. [1603 lewendi_computer] Zarokên me wê îcar dev ji van zimanan berdin dest bi Kurdî bikin. [1604 lewendi_computer] Edebîyat û tarîxa Erebî, Farisî û Tirkî ya ku me heta nuha dixwend ewê ji ortê rakin, li şûna wê, ewê dest bi xwendina tarîx û edebîyata Kurdî bikin, wê fîlimên Kurdî çêbikin, tiyatroyên Kurdî çêbikin, yanê wê Kurda bikin wek millet. [1605 lewendi_computer] Ev yeka jî wê bibe problem ji bo me ew Kurdên ku enternasyonalîst in, lê hê şuûra wan a millî peyde nebûye. [1606 lewendi_computer] Ji ber wê yekê divê ku em li dij vê dewleta federe derkevin. [1607 lewendi_computer] Çimkî Emperyalîzm dixwaze vê dewletê ava bike. [1608 lewendi_computer] Wekî ku di wexta xwe de wek vê dewletê li Asya û Afrîkayê jî gelek dewletên weha yên kûkla avakirin ku nuha hemû li serê dinyê bûne bela. [1609 lewendi_computer] Ji ber wê jî bi min divê ku em ne tenê li dij dewleta kûkla ya Kurdan her weha em li dij dewletên ku wext-î zemanin de wek kûkla hatine avakirin, li dij wan jî derkevin. [1610 lewendi_computer] Yanê nuha ev Iraqa ku heye, di wexta xwe de kûkla bû ji alî Îngilîzan ve hatibû avakirin, Kuweyt, Bahreyn, Urdun, Lubnan, Îsraîl, Cezayir, Tunus, Surîye û hîn gelek dewletên din ku di wexta xwe de ji alî emperyalîzmê ve hatibûn ava kirin divê ku em ji bo hilweşandina wan jî şer bikin, yan na, wê dunya ji ber van dewletên kûkla berbi xerabûnê ve biçe. [1611 lewendi_computer] Loma divê ku em hemû bi hev re dunyayê ji van dewletên kûkla xelas bikin. [1612 lewendi_computer] Bijî dunya me ya xweşik û gulover û topik! [1613 lewendi_computer] Bimre dewletên kûkla-mûkla û xwaro-maro û nexweşik û nerindik! [1614 lewendi_computer] Muslumanan digotin: eman gidî divê em musulman hemû bi hev re li dij gawiran şer bikin. [1615 lewendi_computer] Me jî got: baş e! [1616 lewendi_computer] Û me û birayên me yên Erebên musulman me bi hev re li gawiran xist, paşê jî van birayên me yên musulman li me xistin..! [1617 lewendi_computer] Kemalîstan digotin: eman gidî dîn ji dest çû, welat ket bin lingê îşxalkeran, birayên Kurd werin em bi hev re li van îşxalkerên gawir xin. [1618 lewendi_computer] Me jî got: baş e! [1619 lewendi_computer] Û me bi hev re lêxist. [1620 lewendi_computer] Paşê van birayên me yên musulman jî li me xistin. [1621 lewendi_computer] Xumeynî digot: eman gidî welat û dîn ji dest çû, birayên Kurd werin em bi hev re li dij Şahê kafir û xwînrêj şer bikin! [1622 lewendi_computer] Me jî got: baş e! [1623 lewendi_computer] Û me bi hev re Şah ji ser text xist. [1624 lewendi_computer] Paşê birayê me yê Xumeynî yê musulman jî li me xist.! [1625 lewendi_computer] Nuha jî nevîyên wan birayên me yên musulman rabûne dibêjin eman gidî welat ji dest çû, bi Hêza Çakûç emperyalîstên gawir dixwazin welatê me îşxal bikin, divê em li dij derkevin. [1626 lewendi_computer] Werin em bi hev re li wan xin..! [1627 lewendi_computer] Û çi heyf ku îro jî hinek Kurdên me yên ji alî mêjî û heş de belengaz û nezan hene ku hê jî ji tarîxa xwe ders negirtine û dixapin û li dû wan diçin, dibêjin qey bi rastî 1500 eskerên Hêza Çakûç welatê me îşxal kirîye. [1628 lewendi_computer] Ma Kurdistan ji xwe di bin îşxala Tirkan de ye, êdî Amerîkayî hatîye çi ye, Fransiz hatîye çi ye? [1629 lewendi_computer] Temam e, baş e, me qebûl e, em û xelkên din em giş birayên hev in. [1630 lewendi_computer] Lê gotineke pêşîyan heye dibêje »Bira bira ye, bazar cuda ye«. [1631 lewendi_computer] Yanê divê ku herkes li menfeeta xwe ya millî binêre, li gor menfeeta xwe ya millî hereket bike. [1632 lewendi_computer] Mîr Bedirxan di salên 1840-î de hema hema dewletek avakir, lê piştî demekê bi dek û dolabên Osmaniyan Kurd bi hev ketin, Yezdanşêrê biraziyê Mîr Bedirxan li dij Mîr Bedirxan rabû û ev dewlet jî ji navê rabû. [1633 lewendi_computer] Yezdanşêrê biraziyê Mîr Bedirxan îcar li dij Osmaniyan serî hilda, wî jî dikira dewleteke Kurdî ava bikira, lê dîsa Kurd bi hev ketin, Osmanî bi ser ketin. [1634 lewendi_computer] Şêx Ubeydullah rabû, wî jî ji bo avakirina Kurdistanekê xebatek mezin kir, lê pişt re Kurd bi hev ketin, Osmanî bi ser ketin. [1635 lewendi_computer] Îsmaîl Axa Simko rabû, nîvê Kurdistana Îranê û heta Kurdistana Tirkîyê di pratîkê de di bin kontrola wî de bû, lê bi dek û dolabên dijmin Kurd bi hev ketin û Faris bi ser ketin. [1636 lewendi_computer] Şêx Seîd rabû, nîvê Kurdistana Bakur ket bin hukmê wî. [1637 lewendi_computer] Lê pişt re Kurd ji hev ketin û Tirk bi ser ketin. [1638 lewendi_computer] Şêx Mehmûdê Berzencî rabû, melîkîya xwe îlan kir, li ser navê Kurdistanê pûl derxist, lê ji ber dek û dolabên Ereb û Îngilîzan, Kurd zû bi hev ketin, Ereb û Îngilîz bi ser ketin. [1639 lewendi_computer] Îhsan Nûrî rabû, ala Kurdan li serê qotê çiyayê Agrîyê çikand, lê bi dek û dolabên Tirk û Farisan, Kurd bi ser neketin. [1640 lewendi_computer] Seyid Riza rabû, nîvê Kurdistana Bakur di bin hukmê wî de bû. [1641 lewendi_computer] Lê bi dek û dolabên Tirkan, eşîrên Kurdan bi hev ketin, Tirk bi ser ketin. [1642 lewendi_computer] Qazî Muhemmed rabû. [1643 lewendi_computer] Li Mehabadê Cumhû-riyeteke Kurdî hat avakirin. [1644 lewendi_computer] Lê dîsa bi dek û dolabên dijmin yekîtîya Kurdan belav bû, Kurd bin ketin, Faris bi ser ketin. [1645 lewendi_computer] Mele Mistefa Barzanî rabû, Kurdistana Iraqê giş di bin hukmê wî de bû, lê bi dek û dolabên Şahê Îranê û Erebên Iraqê, Kurd dîsa bi bin ketin û Ereb û Faris bi ser ketin. [1646 lewendi_computer] Qasimlo rabû, di 1979-an de Kurdistana Îranê azad bû. [1647 lewendi_computer] Lê pişt re ji ber hin pirsên hûrik-mûrik Kurd bi hev ketin û melleyên Îranê bi ser ketin. [1648 lewendi_computer] Nuha jî li Kurdistana Iraqê Kurd xwedî hukum in. [1649 lewendi_computer] Di kar û bar û kirinên xwe de bi her awayî azad in. [1650 lewendi_computer] Di resmîyetê de wek dewlet nehatibe qebûlkirin jî, lê di fealîyetê de wek dewletekê kar dike. [1651 lewendi_computer] Lê çi heyf ku dijmin dixwaze vê hêvîya me ya dewletbûnê ji navê hilîne. [1652 lewendi_computer] Ji bo wê jî fesadîyê dixe nav me, me bera hev dide. [1653 lewendi_computer] Û piştî hewqas tecrubeyên me yên tarîxî, hê jî em li xwe mukur nayên, heşê me nayê serê me. [1654 lewendi_computer] Dîsa bi dek û dolabên dijminên xwe û ji ber hin dijminatiyên hîç û pûç em bi hev dikevin û menfeeta xwe ya giştî ya netewî dixin bin piyan. [1655 lewendi_computer] Marko Polo:«Kurd pir cengawer in, carna hin eşîrên wan bi hev dikevin, bi sedan kesan ji hev dikujin«. [1656 lewendi_computer] Gotina Kurd di Farisî de tê maneya »qehreman, xurt, jêhatî, cengawer«, xwezika bila Faris xurt û cengawer bûna û em jî ne cengawer û xurt lê dewlet bûna. [1657 lewendi_computer] Di nav van 15 rojên dawîn de 7 partî, 23 komele, 4 Enstîtu û 3 Akademî hatin avakirin. [1658 lewendi_computer] Du partîyên ku par hatibûn avakirin çarşemiya çûyî bûn du şeq. [1659 lewendi_computer] Nuka her şeqek nigekî -pardon- serîyekî dikşîne. [1660 lewendi_computer] Heft partîyên ku nû hatine avakirin ev in: [1661 lewendi_computer] (Hema hema çi bigre navê hemûyan wek hev in, yanî PKS-ML, PSKLM, PTK-MLS, PKT-SLM, PLT-LSM, PTT, PTL. [1662 lewendi_computer] Ji ber wê yekê emê wek partîyên me yên Sûrîyê tenê navê serokên wan binivîsin, wê wextê hûnê zanibin cim’eta kê ye). [1663 lewendi_computer] 1-Cim’eta Hemê Horê (ji ’eşîra Îzola) 2-Cim’eta Seydoyê Hemedîk (ji ’eşîra Metîna) 3-Cim’eta ’Elîyê Bazo (ji ’eşîra Kîka) 4-Cim’eta Hemcûnê Qaçax (ji ’eşîra Menda) 5-Cim’eta Ahmedê Kewê (ji ’eşîra Jirkîya) 6-Cim’eta Bedoyê Gendo (ji ’eşîra Herkiya) 7-Cim’eta Kemalê ’Inco (ji ’eşîra Ertûşîya) [1664 lewendi_computer] Ev serê salekê ye çend mêrên bindest, xebata xwe ya ji bo heq û huqûqê mêrên bindest, bi awayekî îllegal dimeşandin. [1665 lewendi_computer] Lê meha berê êdî deyax nekirin û bi awayekî eşkere kongreya xwe çêkirin. [1666 lewendi_computer] Nêzîkî 400 mêrên bindest beşdarî kongrê bûn. [1667 lewendi_computer] Armanca wan a ji avakirina Komela Mêrên Bindest ew e ku mêr dîsa heq û hêz û karîna xwe ya [1668 lewendi_computer] mêrtîyê bi paşde bistîne. [1669 lewendi_computer] Piştî kefteleft û munaqeşeyên dirêj, ev kesên jêrîn ji bo komîta karger [1670 lewendi_computer] hatin hilbijartin: Mêro Mêrzad Şêro Repîn Gonco Şeqîn Ardo Pihîn Pîlo Kulmîn [1671 lewendi_computer] Ji slogan û şîarên wan hinek ev in: [1672 lewendi_computer] Şêr şêr in Hinek mê ne Hinek nêr in! [1673 lewendi_computer] Vî wextî vî zemanî Ê ku ji xwe re jin anî Wî betal kir mêranî! [1674 lewendi_computer] Şêr şêr e Jin jin e Mêr mêr e! [1675 lewendi_computer] Jin hene jinkok hene Mêr hene mêrxas hene! [1676 lewendi_computer] (Armanc, no: 124, 1992) [1677 lewendi_computer] Yekîtiya nivîskar û yên ku bibin nivîskarên kurd li Swêdê li dar ket! [1678 lewendi_computer] Hefteyek berî cejna Qurbanê, li bajarê Stokholma xweşik, di xanîyekî kevnik de nivîskar û yên ku bibin nivîskar hemû hatin ba hev, civcivînek li dar xistin. [1679 lewendi_computer] Civcivînê bi hilpifandina qoltixê -pardon! [1680 lewendi_computer] yanî bi hilbijartina dîwanêdest pê kir. [1681 lewendi_computer] Paşê jî çend kesên ji komîta lidarxistina vê yekîtîyê, raporên xebat û lebat û program û peyrew û destûra yekîtîyê xwendin. [1682 lewendi_computer] Di raporê de li ser pêwîstîya lidarxistina Yekîtîya Nivîskarên Kurd û Yên ku Bibin Nivîskarên Kurd hat sekinandin. [1683 lewendi_computer] Û dan diyarkirin ku wan ji bo çi Yekîtî li darê xistine. [1684 lewendi_computer] Piştî munaqeşe û pêşniyarkirina plan û rogramên ’ecêb û giran, civcivînê -ne bi darê zorê, lê- bi zorê Komîta Karrkirrr hilpifand (Wîîî, ev çi bû? [1685 lewendi_computer] Qey ez dixwazim bibêjim hilbijart!). [1686 lewendi_computer] Eşxaszadetirînên eşrafên herî muşerrefên şexsîyetên menşûr û namîdar jî teşrîfî vê civcivînê kirin, lê zû reviyan. [1687 lewendi_computer] Ne ku zû reviyan, lê berî hilpifandina komîta kargêr bi behana cixarekişandinê revîyan. [1688 lewendi_computer] Ew feqîrên din ên ku bi awayekî melûl û hustuxwar ji bo Komîta Karrkirr a Yekîtîya Nivîskarên Kurd û Yên ku Bibin Nivîskarên Kurd hatibûn hilpifandin û hilbijartin ev in: [1689 lewendi_computer] Xurşo Xemşîd [1690 lewendi_computer] Hafiz Mahfiz [1691 lewendi_computer] Xelo Beran [1692 lewendi_computer] Zaynir Eksamo [1693 lewendi_computer] Ebdulqadir Qendîl [1694 lewendi_computer] Masûr Axbandir [1695 lewendi_computer] Şêxko Mêxko [1696 lewendi_computer] cîgir: [1697 lewendi_computer] Goncoyê Gordo [1698 lewendi_computer] Hemzeyê Cerdo [1699 lewendi_computer] Di şerê Abonman û Neabonmanên Armancê de, Neabonman bi ser ketin. [1700 lewendi_computer] Sebebê wê jî ji ber ku 152 leşkerên Abonmanan hebûn, Neabonman jî xwedîyê 788 leşkeran bûn û her weha ji dewlet û welatên din jî Neabonmanan alîkarîya hevalên xwe dikirin. [1701 lewendi_computer] Do piştî nîvro li meydana Fireh a Stockholmê saet di 10-an de, di bin serokatîya Şakir Abonmanzade û Fettah Neabonmanzade de şerekî gelek dijwar dest pê kir. [1702 lewendi_computer] Demek e ku serokê Abonmanan Şakir Abonmanzade bi belavok û beyanan di warê psîkolojîk de şerê Neabonmanan dikir, Neabonmanan jî bi protestoya bersivnedanê şerê xwe yê li dij Abonmanan didomandin. [1703 lewendi_computer] Lê ev şerê sar do serê sibê bû şerekî germ. [1704 lewendi_computer] Leşkerên Neabonmanan ku 788 kes bûn, bi tang û top û tifingên xwe êrîş birin ser Abonmanan. [1705 lewendi_computer] Şerê wan sê roj û sê şevan ajot. [1706 lewendi_computer] 152 leşkerên Abonmanan li gel serokê xwe Şakir Abonmanzade her çendî bi awayekî qahremanî li ber xwe dan jî, lê mixabin li hember leşkerên wehş û hov ên Fettah Neabonmanzade deyax nekirin, bi bin ketin. [1707 lewendi_computer] Serok Şakir Abonmanzade jî ji mecbûrî reviya Sûrîyê. [1708 lewendi_computer] Li gor agahdarîyên dawîn, Şakir Abonmanzade bi awayekî îllegal dixebite daku ji nû ve hemû Abonmanan bîne ba hev û têkoşîna xwe ya li dij Neabonmanan bidomîne. [1709 lewendi_computer] Welê xuya ye ku emê jî li dij hin abonên xwe dest bi xebateke dijwar bikin ku bê pere û pûl ketine nav kompîtura me ya adresan û dixwazin xwîna -pardon - yanî kovara me bimijin. [1710 lewendi_computer] Me hemû aboneyên xwe yên ku pere nedane tesbît kirine. [1711 lewendi_computer] Nuha emê tenê meslegên wan binivîsin. [1712 lewendi_computer] Ji xwe ew jî bi xwe dizanin. [1713 lewendi_computer] Hinek ji wan ev in: 18 pîzzacî, yekî pubcî, 4 tixtor, 8 endamên licna merkezî ya partî û rêxistin û hizbên cûr be cûr, 12 mamoste, endamekî enstîtuyekê, endamekî komîta karger a federasyonekê, 2 asîstan, 2 doçent, 3 şa’ir, 5 gundî, 3 karker û yekî feqîr. [1714 lewendi_computer] Ev kesên hanê dîsa li xwe varneqilin û bixwazin ku berdewam kovara me bimijin, wê wextê qetla wan helal e (Wîîî, ev çi bû, tu dibê qey mahkema şerîatê ye!). [1715 lewendi_computer] Neyse, ne qetla wan, lê eşkerekirina navê wan helal e. [1716 lewendi_computer] Birayên hêja yên xwînmij -pardon- kovarmij! [1717 lewendi_computer] De zû li xwe mukir werin û varqilin û perê xwe (çima perê xwe, perê [1718 lewendi_computer] me!) bişînin, çimkî kovar bi kayê dernakevin, bi pera derdikevin. [1719 lewendi_computer] Axirê li dawîya dawîyê Studia Kurdica jî derket. [1720 lewendi_computer] Di dawîya 1983-an de nivîs civandin. [1721 lewendi_computer] Di destpêka 1984-an de nivîsên civandî daktîlo kirin. [1722 lewendi_computer] Di dawîya 1984-an de mîzanpaja wê çêkirin. [1723 lewendi_computer] Di destpêka 1985-an de ji bo çapê birin matbaayê. [1724 lewendi_computer] Di dawîya 1985-an de ji matbaayê derket. [1725 lewendi_computer] Di destpêka 1986-an de jî ji me xwendevanan re şandin û ewê di dawîya 1987-an de jî bigihîje destê me. [1726 lewendi_computer] Her çendî gehîştîye destê hin kesan, lê ew torpîllî ne! [1727 lewendi_computer] Studia Kurdica: Kovara Enstîtuya Kurdî ya Parîsê ye ku bi Tirkî derdikeve, her weha Farisî û Erebîya wê jî heye. [1728 lewendi_computer] Hefta berê bi navê TIRRR kovarek derket. [1729 lewendi_computer] Me ji berpirsiyarê kovarê pirsî ku ji bo çi ev nav li kovarê kirîye û wî jî got: [1730 lewendi_computer] Rast e, hûnê bibêjin çima? [1731 lewendi_computer] Çimkî em ji Berbangê Berbangtirrr in, ji Armancê Armanctirrr in, ji Kurdistan Pressê Presstirrr in, ji Serdema Nû Nûtirrr in, xulase em ji hemûyan û ji we jî Tirrîntirrr in! [1732 lewendi_computer] Spas! [1733 lewendi_computer] Gunehkarî bêgunehîya herî mezin e. [1734 lewendi_computer] Ger tu zanî û kanî binivîse. [1735 lewendi_computer] Ger tu nizanî û nikanî dîsa binivîse. [1736 lewendi_computer] Di herdu halan de jî tu gunehkar î. [1737 lewendi_computer] Yanê sûcdar. [1738 lewendi_computer] Sûcdaran jî ceza dikin. [1739 lewendi_computer] Cezakirin jî li gor cezaker diguhere. [1740 lewendi_computer] Ji çermguranê bigre heta bi pozjêkirinê. [1741 lewendi_computer] Êdî tu û şans û serokê xwe-pardonyanê cezakerê xwe! [1742 lewendi_computer] Lê ger tu pesnê cezakerê xwe bidî, xelas! [1743 lewendi_computer] Di merteba xwe de tu dikarî pir bilind bibî. [1744 lewendi_computer] Heta, tu yê welê bilind bibî ku êdî ev dunya wê li ber çavê te piçûûûûûûk bibe û wenda bibe. [1745 lewendi_computer] Ji xwe dunya ji ber çavê te wenda bibe, divê tu ji xwe re li dunyayeke din bigerî! [1746 lewendi_computer] Dunya çi xerîb e. [1747 lewendi_computer] Belkî jî ne dunya, lê însan çi xerîb in. [1748 lewendi_computer] Însan mehlûqatên herî bi aqil û herî bê însaf in. [1749 lewendi_computer] Heywan jî mehlûqatên herî bê aqil û bê guneh in. [1750 lewendi_computer] Ji bo heywanan xwarin hebe bes e, qîma xwe pê tînin. [1751 lewendi_computer] Ji bo însanan xwarin hebe, tiştekî din dixwazin. [1752 lewendi_computer] Tiştekî din hebe, îcar tiştekîtir dixwazin, tiştekîtir jî hebe îcar hemû tiştan dixwazin. [1753 lewendi_computer] Hemû tişt jî hebin, îcar hevûdu dikujin. [1754 lewendi_computer] Ger kesek tunebe bikujin, îcar xwe dikujin. [1755 lewendi_computer] Lê bi ya min, dîsa jî ferqa herî mezin a di navbera însan û heywanan de ew e ku; insan derewan dikin, lê heywan nakin! [1756 lewendi_computer] Axx dunya axx. [1757 lewendi_computer] Ez zanim em bi ax û waxê nagihîjin tu derekê, lê dîsa jî ax! [1758 lewendi_computer] Ûlan ax! [1759 lewendi_computer] (yanê »lawo ax!«). [1760 lewendi_computer] Ev dunya derewîn e, ji tu kesî re namîne. [1761 lewendi_computer] Tenê ji dewlemend û feqîran re dimîne. [1762 lewendi_computer] Ew jî tim bi hev dikevin. [1763 lewendi_computer] Îcar nefeqîrnedewlemend jî tunene ku wan ji hev bikin. [1764 lewendi_computer] Di esasê xwe de feqîr feqîr gotiye, dewlemend jî dewlemend. [1765 lewendi_computer] Feqîr; yanê belengaz, dewlemend; yanê gerdengaz. [1766 lewendi_computer] Dewlemend; yanê hukumdar, feqîr; yanê hukumxwar. [1767 lewendi_computer] Ji xwe dewlemendî û hukumdarî û piçekî zulumdarî ji rehekê tên. [1768 lewendi_computer] Yanê Onasis, Stalîn, Seddam û Hafiz Esad û hinekên me tevlîhev kin wê hukumdar-dewlemendek jê derkeve. [1769 lewendi_computer] Lê dîsa jî bi a min tu ferqeke mezin di navbera dewlemend û feqîran de tuneye; çimkî di qûna herduyan de jî dikare basûr derkeve. [1770 lewendi_computer] Ax axxx! [1771 lewendi_computer] Çi dunya ye! [1772 lewendi_computer] Kultura me ya telefonê jî hatiye guhertin. [1773 lewendi_computer] Berê wexta ku me telefonî hev dikir, me digot«ew kî ye li ser têlê?« Û paşê me digot: »Hela ban filankes kin, bila ew jî were ser têlê!« an jî »ma çima Seydo nayê ser têlê?« û hwd. [1774 lewendi_computer] Lê nuha dibêjin »Elo tu kî yî?« an jî tenê »Elo!« [1775 lewendi_computer] Beledîya Dîyarbekirê di bin serokatîya mûawînê serokê Beledîyê de grûbeke muzîkê çêkirine ku wê bi Kurdî stranan bixwînin. [1776 lewendi_computer] Di repertûwara wan de ligel stranên Kurdî yên mintiqê, sitrana Helepçe, Rabe Cotyar, Canê Canê jî heye. [1777 lewendi_computer] Beledîyê hemûyê van stranan li gel wergera wan a Tirkî dane sawcîyê (muddeîumum) Diyarbekirê daku bikaribin destûrê bigrin. [1778 lewendi_computer] Û di daxwaznameya xwe ya ji bo destûrê de jî, di şûna Kurdî de, lehçeya mehellî nivîsîne. [1779 lewendi_computer] Bavo, bila destûrê bidin, bila navê wê lehçeya mehellî be. [1780 lewendi_computer] Ji xwe navê vî milletî her roj tê guhertin; »Tirkên Çiyayî«, »Xelkê Bakurê Iraqê«, »Etnîk«, »Rojhilatî«, »Xelkê Separatîst« û nuha jî »Mehellî«. [1781 lewendi_computer] Yanê Grûba Muzîka Mehellî, Zimanê Mehellî, Xelkê Mehellî û welatê wan Mehellîstan. [1782 lewendi_computer] Hela em binêrin, pêşde wê hîn çend navên din li me kin. [1783 lewendi_computer] Ji alî naveroka xwe ve sewîya Kurdîya Dimilî ya ku îro tê nivîsîn hê jî negihîştîye Dimilîya berî 1980’yî ku di kovar û rojnameyên Tîrêj, DDG, Özgürlük Yolu û Roja Welat de dihatin nivîsîn. [1784 lewendi_computer] Îcar îro hin »nûgörmîş« û »nûlixwehaydar-olmîş« rabûne dibêjin: »Berê bi Dimilî nedihat nivîsîn, cara pêşî me dest pê kirîye, em bi Dimilî dinivîsin« û bi ser de jî rabûne li gor »aqil«ê xwe »elfabeyeke nû« jî çêkirine. [1785 lewendi_computer] Li Almanyayê 800 komelên Tirkan hatine ba hev, hemûyan bi hev re piştgiriya bi dewleta xwe re dane beyankirin ku şerê dewleta wan ya li dij Kurdan bi heq e, çi ji alî manewî be û çi jî ji alî maddî be, ewê alîkarîya dewleta xwe bikin. [1786 lewendi_computer] Ême jî dewleteke me li ber çêbûnê ye, li şûna ku em piştgirîya vê dewleta xwe bikin, ji me hinek radibin ji bo hilweşandina wê dixebitin. [1787 lewendi_computer] Goya emperyalîzm dixwaze li Rojhilata Navîn Kurdistaneke kûkla ava bike. [1788 lewendi_computer] Çendekî berê di gelek rojname û kovarên çep û rast ên Tirkan de xeberek li ser butçeya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê derket. [1789 lewendi_computer] Li gor xebera van rojname û kovaran; dewleta Fransa, Swêd, Swîsre û Belçîkayê alîkarîya maddî bi Enstîtuyê re kirine. [1790 lewendi_computer] Îcar xeber bi awayekî welê dane ku mirov dibêje qey Enstîtuyê alîkarî ji ciyekî pir xerab girtîye û ji bo karekî xerab bi kar tîne. [1791 lewendi_computer] Ev serê çend salan e dewleta Tirk ji bo ku bikaribe alîkarîyekê ji dewletên Ewrûpayê bigre -ku carna digre jî- xwe diçirrîne, hemû rê û rêgayan bi kar tîne. [1792 lewendi_computer] Îcar qey ji xelkê re adet e, ji me re qebehet e? [1793 lewendi_computer] Li Almanyayê ji bo hevkari û xebata bi hev re 60 Kurd hatine ba hev. [1794 lewendi_computer] Ji biryarên wan yek jî, derxistina kovar an rojnameyeke bi Kurdi ye. [1795 lewendi_computer] Lê belavoka wan bi Tirkî bû. [1796 lewendi_computer] PEN’a Kurdî ku nivîskar û edîb û şairên Kurdan tê de cih girtine, belavokên wan ên ku heta îro gehiştine destê me hemû bi Tirkî û Îngilîzî ne. [1797 lewendi_computer] Gava ku Dogu Perînçek, Bülent Ecevît, Mesut Yýlmaz dibêjin »bila Hêza Çakûç ji welatê me derkeve, çimkî îşxalker e« mirov wan fam dike. [1798 lewendi_computer] Ji ber ku mêjîyê wan mêjîyê îşxalkerîyê ye, îşxalkerekî din naxwazin. [1799 lewendi_computer] Wan bi xwe Kurdistan îşxal kirine, çima li dij îşxala xwe dernakevin. [1800 lewendi_computer] Dogu Perînçek li şûna ku dibêje »Çekîç Güç Defol!« û mitîngan çêdike, bila mitîngên »Türk Ordusu Defol« çêke. [1801 lewendi_computer] Ma çêdike? [1802 lewendi_computer] Mêjî mêjîyê Kemalîstan e û li gor menfeeta xwe ya millî hereket dike. [1803 lewendi_computer] Lê ax li wan hin Kurdên me yên ku bi nezanî an jî bi zanîn li dû wan diçin! [1804 lewendi_computer] Hemû Cumhûrîyetên Tirkan gehîştine hev û biryar dane ku ji nuha û pê de wê tenê bi elfabeya Latînî binivîsin daku bikaribin bi her awayî nêzî hev bibin, ji hev fêm bikin. [1805 lewendi_computer] Û hemû perçên Kurdistanê jî gehîştine hev, ku ji nuha û pê de wê bi sê elfabeyên cihê binivîsin ji bo ku ji nivîsên hev û ji hev fêm nekin. [1806 lewendi_computer] Çendekî berê di rojnameyeke Swêdî de xeberek derket. [1807 lewendi_computer] Mirovekî 70 salî, ev serê 14 mehan e ku di mala xwe de mirîye, haya kesî jê nebûye. [1808 lewendi_computer] Şîrketa xênî di nav pênc-şeş mehan de çend name şandine daku ev mirov kirêya xwe bide, lê tu dengek ji mirovî derneketîye. [1809 lewendi_computer] Paşî şîrketê ew daye mahkemê, mahkemê çend name û bang şandine, lê dîsa deng ji mirovî derneketîye. [1810 lewendi_computer] Dawîya dawî dane îcrayê, Memûrên îcrayê jî çend name û teblîx şandine, lê dîsa ne bersivek, ne xeberek. [1811 lewendi_computer] Îcar memûrên îcrayê li gel çend polîsan ji bo stendina kirêya 14 mehan çûne bi zorê derî vekirine. [1812 lewendi_computer] Lê çi bibînin, mêrikê reben mirîye. [1813 lewendi_computer] Hem jî 14 meh in ku mirîye û haya tu kesî jî jê nebûye. [1814 lewendi_computer] Ev bûyer bi a min ji bo me ew kesên ku di panzdehê mehê de perê wan diqede û nikarin kirêya xanîyê xwe bidin fersendeke baş e. [1815 lewendi_computer] Yanê di vê civata kaxez û kompîturan de mirov dikare heta 14 mehan jî kirêya xanîyê xwe nede. [1816 lewendi_computer] Parlamenterekî Polonî ji ber qaçaxçîtîya cixaran li hudûdê Swêdê hatiye girtin. [1817 lewendi_computer] Ji ber ku parlamenter e, pêşî hinekî li ber xwe daye daku polîsên hudûd erebeya wî saxtî nekin. [1818 lewendi_computer] Lê polîsan derhalkê telefonî Wezareta Karûbarên Derve yê Swêdê kirine, piştî ku îzin girtine, rabûne erebeya wî saxtî kirine. [1819 lewendi_computer] Çi bibînin? [1820 lewendi_computer] 3800 pakêt cixare! [1821 lewendi_computer] Parlamenterê Polonî girtine dane mahkemê. [1822 lewendi_computer] Li mahkemê jê pirsîne: [1823 lewendi_computer] Te çima ewqas cixare bi xwe re anîne, ma tu nizanî yasax e? [1824 lewendi_computer] Wî jî gotiye: [1825 lewendi_computer] Min nizanîbû ku yasax e, ji xwe min wek diyarî anîn ji bo bidim parlamenter û hinek serok û berpirsên sendîkayên Swêdê..! [1826 lewendi_computer] Piştî hevqirkirina çaran, PDK û YNK li Îrlandayê li dora maseyeke çargoşe, piçekî ji hev dûr rûniştine û li hev hatine. [1827 lewendi_computer] Lihevhatina wan baş e, lê tiştê ku neket serê min gelo ev herdu partîyên me çima weha rabûn li ciyekî ku 4-5 hezar kîlometre ji Kurdistanê dûr e, peymana nîv-aşîtîyê çêkirin? [1828 lewendi_computer] Qey li Kurdistanê maseyên çargoşe tunene ji ber wê ye! [1829 lewendi_computer] Dewleta Su’ûdî li gor adet û toreyên xwe serê çar Tirkan birrîn, hê 40 Tirkên din jî di dorê de ne. [1830 lewendi_computer] Dewleta Tirk jî di nav van deh salên dawîn de, wan jî li gor adet û toreyên xwe, serê 20 hezar Kurdî birrîn û pelaxtin û jêkirin, hê 20 milyon Kurd jî di dorê de ne. [1831 lewendi_computer] Zimanê me zimanekî welê dewlemend e ku hema hema berbi monopolîya mezin diçe û ger bi vî awayî biçe wê serê emperyalîzma zimên bikşîne. [1832 lewendi_computer] Divê ku li gor vê dewlemendî û pêşdeçûnê em hin tedbîran jî bigrin. [1833 lewendi_computer] Yan na di pêşerojê de wê gelek zimanên feqîrên wek Tirkî, Erebî, Farisî û hin zimanên Efrîqî ji bo ku ji bin bandorîya zimanê me xelasbin wê dest bi têkoşîna rizgarîya ziman bikin. [1834 lewendi_computer] Loma divê ku em sîlehên zimanewanî peyde bikin, mesela wek SCUD Ferheng, Nötron Ferheng, Ferhenga Atomî, Ferhenga Kîmyayî, ji bo leşkerên pîyade jî Ferhengleşkov û Ferhengtriyovan derxin. [1835 lewendi_computer] Hawar, Ronahî û Roja Nû ya ku Bedirxaniyan di salên 1932-1945-an li Beyrût û Şamê derdixistin wek Qura´na ezîmşah li ber serê min in, her şev ez ji xwe re dixwînim. [1836 lewendi_computer] Her cara ku ez dixwînim jî, rastî tiştekî nû têm. [1837 lewendi_computer] Îcar vê carê jî di Ronahîyê de ez rastî van adetên ecayîb ên hin milletan hatim. [1838 lewendi_computer] Welleh hema min got ezê wê ji nû ve di vê quncikê de pêşkêşî xwendevanên Armancê bikim. [1839 lewendi_computer] Tê gotin ku Tatarên Asya Navîn gava ku bixwestana mirovekî biezimandana şîvê, diçûn mala wî û bêyî ku jê re tiştekî bibêjin guhekî wî dikişandin. [1840 lewendi_computer] Li Çînê eger mirovek li jina xwe xe, mirovên jinikê li pêş mirovên mêrik heştê çoyî li mêrik dixin. [1841 lewendi_computer] Li gor adetên reşikên Afrikayî heke jinik nizanibe girarê çêke mêrik dikare wê berde. [1842 lewendi_computer] Misiriyên kevn zarokên xwe yên pêşîn dikuştin. [1843 lewendi_computer] Ji wan ve welê bû ku bi kuştina wî zêdehîya malbatê pirtir dibû. [1844 lewendi_computer] Li Tîbetê du bira ji xwe re karin jinekê bînin. [1845 lewendi_computer] Lê ger zarokên wan çê bibe, hemî li ser birayê mezin tên hesibandin. [1846 lewendi_computer] Eskîmoyî qûlên Xwedê yên qeşagirtî ne. [1847 lewendi_computer] Cixare zerarê digihîne sihhetê, sihhet jî zerarê digihîne cixarê. [1848 lewendi_computer] Her ku însanan nas dikim, ji heywanan bêtir hez dikim. [1849 lewendi_computer] Ya rebbî sebrê bide min lê piçekî zû! [1850 lewendi_computer] Qedexekirin qedexe ye! [1851 lewendi_computer] Bimre nan û pîvaz, bijî goşt û birinc! [1852 lewendi_computer] Kes ji teralîyê nemirîye. [1853 lewendi_computer] Karê zengînan pere qezenckirin e, yê feqîran jî hesabkirin e. [1854 lewendi_computer] Bêkarên hemû welatan dev ji kar berdin. [1855 lewendi_computer] Ger hêk li te dikeve, tu jî li mirîşkê keve. [1856 lewendi_computer] Ger tu cixara xwe di qedeha çayê de vedimirînî, çaya xwe jî di xwelîdankê de vexwe. [1857 lewendi_computer] Her ku nivîskarên me nas dikim, dixwazim bibim xerrat! [1858 lewendi_computer] Apê min ê bi guh û çavekî, diajo garana welatekî. [1859 lewendi_computer] Bêdengî carna tirsekî ye, tirsekî jî parçeyek ji mêranîyê ye. [1860 lewendi_computer] Bihara bi gulekê were, hema bila neyê. [1861 lewendi_computer] Bijî evîna aza, bimre qelin! [1862 lewendi_computer] - Bêkarek [1863 lewendi_computer] Bijî hebûnîzm, bimre rûtîzm! [1864 lewendi_computer] -Rûtek [1865 lewendi_computer] Bîlleheq nepên ez nayêm!- Erzanî [1866 lewendi_computer] Em li serokekî digerin! [1867 lewendi_computer] - Taban [1868 lewendi_computer] Ez bi berçavkê ranekevim, di xewnê de ez nikarim tu tiştekî bibînim. [1869 lewendi_computer] Ez rastî tu kesekî nehatim ku ji kêfa miribe! [1870 lewendi_computer] Gelo li Swêdê kurdek heye ku ne nivîskar be? [1871 lewendi_computer] Ger qanûn û qaîdeyên rêvebirinê tunebin, wê wextê teşqele û şer dest pê dikin. [1872 lewendi_computer] Golikê malê ji gayê malê natirse, lê herdû jî ji xwedîyê malê ditirsin. [1873 lewendi_computer] Jin bela ye, zarok jî hella hella ye. [1874 lewendi_computer] Ji derveyî metodên klasîk ên xwekuştinê, li rêyeke din a xwekuştinê digerim. [1875 lewendi_computer] -serokek [1876 lewendi_computer] Jina ku ji bin emr û fermana mêrê xwe derkeve, ew ne bindest e. [1877 lewendi_computer] Kengî mêr jî zarokan bînin, wê çaxê wekheviya jin û mêran biparêzin. [1878 lewendi_computer] Kes şîretê naxwaze, herkes pere dixwaze, dêmax pere ji şîretê baştir e. [1879 lewendi_computer] Li tabanê xwe digerim! [1880 lewendi_computer] -Serokek [1881 lewendi_computer] Ruhayî bi saya serê îsotê ji AIDS’ê filitîne! [1882 lewendi_computer] Tahma xwarina herî xweş li gor hebûna dirana ye. [1883 lewendi_computer] Wexta ku xewa min neyê, ez qahwê vedixwim. [1884 lewendi_computer] Xwarina bê xwê, ne şor e. [1885 lewendi_computer] Zebeş nîşanî serokekî Kurdan dan, got: »Ev kundir e!« Nîşanî [1886 lewendi_computer] serokekî din î Kurdan dan, got: »Na, pettêx e!« [1887 lewendi_computer] Bîr û bawerîyek ku ji bo wê carna hin kes werin kuştin jî, nayê wê maneyê ku rast e. [1888 lewendi_computer] (Oscar Wilde) [1889 lewendi_computer] Pêşî em mecbûr dimînin em bawer bikin, paşê em bawer dikin. [1890 lewendi_computer] Dem ew dem e ku bi sê pêkenîn û nivîsekê mirov dibe nivîskar. [1891 lewendi_computer] Pirs: [1892 lewendi_computer] Hêsan çi ye, zehmet çi ye? [1893 lewendi_computer] Bersiv: [1894 lewendi_computer] Hêsan pirsên wek pirsa te ye, zehmet jî bersiva wan e. [1895 lewendi_computer] Em li jorê ji oxiyîcîyên xwe re çend nav û soyadîyên gelek orîjînal sermîşî ber çavan dikin. [1896 lewendi_computer] Helbet lîsta ku me yazmîşkirîye û dizmîşî jorê kirîye ji nav hezaran nav û soyadîyên weha tenê kesimekî oliştirmîş dike. [1897 lewendi_computer] Hun hîç duşunmîş bûne ku degiştirmîşkirina soyadîyan qolay nîne. [1898 lewendi_computer] Helem di surecekî weha de û di qoşilên îro de. [1899 lewendi_computer] Meriv dikare navên nû, qoymîşî zaroyên nû-doxmîşkirî bike. [1900 lewendi_computer] Lê olanaxa qoymîşkirina soyadîyên nû hemen hemen hîç tuneye. [1901 lewendi_computer] Yalnizca, perê meriv hebise û tanidixên meriv yaxut jî torpîla meriv hebise meriv dikare bi mahkeme yolîyê dawe açmîşke. [1902 lewendi_computer] Aslinde ji sahibên van soyadîyan re cîgera meriva yanmîş dibe. [1903 lewendi_computer] Feqet çi yazix kî artix Mîrkut bîlem nikare van zewallîleran qûrtarmîşke! [1904 lewendi_computer] Wan kesên ku van soyadîyana çawa qoymîş kirine bila wisa jî çiqarmîşkin! [1905 lewendi_computer] Bîr yandan kenîp, dîger yandan hêrsîyor musunuz? [1906 lewendi_computer] Bîz fîkîrîyoruz kî sîz şîmdî bîr yandan kenîyorsunuz, dî¤er yandan da hêrsîyorsunuz. [1907 lewendi_computer] Lê, hêrsemenîze hîç bîr sedem yoktur. [1908 lewendi_computer] Bîz burada ne Türk halkiyla tinazip henek edîyoruz, ne jî Türk adlariyla qerfîyoruz. [1909 lewendi_computer] Bîr gerçe¤î carna onun ziddiyla daha îyî famiyor olmamiz, bîzî böyle bîr örne¤î nivîsîyor olmaya tamiyor. [1910 lewendi_computer] Yan na, Türklere cebren Kürt soyadlarini koymayi fîkîrmîyoruz ve onlarin ad ve soyadlarina da kenmîyoruz ve de kenmeyece¤îz. [1911 lewendi_computer] »Tülay KURDO« gîbî bîr îsmî xwendîyor oldu¤umuzda »Kewê ASÎLTÜRK« gîbî bîr îsmîn sosretlî¤înî daha îyî fahmiyor, daha îyî hewisip hînîyoruz, daha îyî lêvarqiliyoruz. [1912 lewendi_computer] Hêvîyoruz kî okurvanlarimiz bîzî çewt tênegihîyorlar. [1913 lewendi_computer] Jixwe aslinde burada têgihîyemeyecek bîr şey yoktur. [1914 lewendi_computer] Bîzî biborunuz, bunu mecburen Türkçe nivîsî-yoruz. [1915 lewendi_computer] Dîsa rojek ji rojên buhara rengîn bû. [1916 lewendi_computer] Ez û Eşref Okumuş em li Parîsê bûn. [1917 lewendi_computer] Em ji xwe re digeryan, me carê berê xwe da taxa Kurd û Tirkan. [1918 lewendi_computer] Gava ku em ji serê taxê heta binê taxê meşîyan destê me tijî bûn bi belavokan. [1919 lewendi_computer] Çimkî Newroz bû, her partîyekê belavoka xwe ya Newrozê derxistibû. [1920 lewendi_computer] Me belavok birin malê, me xwendin, çi bigre hema hema hemû wek hev bûn. [1921 lewendi_computer] Heta ne tenê wek hev, her weha wekî yên par û pêrar û pitir pêrar bûn. [1922 lewendi_computer] Îcar heşê me yê tîcarî xebitî, me got welleh hema emê belavokên hazir çêkin û bifroşin. [1923 lewendi_computer] Name: [1924 lewendi_computer] Nameyên evînê [1925 lewendi_computer] Nameyên serxweşîyê [1926 lewendi_computer] Nameyên eskera [1927 lewendi_computer] Nameyên pîrozbahîyê [1928 lewendi_computer] Nameyên ji bo Enstîtiyê [1929 lewendi_computer] Mesaj: [1930 lewendi_computer] Mesajên şevên Newrozê [1931 lewendi_computer] Mesajên kongra [1932 lewendi_computer] Mesajên polîtburo [1933 lewendi_computer] Mesajên licna merkezî Mesajên bi slogan: 5 wereqe Mesajên bi sipas û silav: 10 wereqe Mesajên îsotîn: 100 wereqe Mesajên hingivîn: 50 wereqe [1934 lewendi_computer] Belavok: [1935 lewendi_computer] Belavokên Newrozê [1936 lewendi_computer] Belavokên 1’ê Gulanê [1937 lewendi_computer] Belavokên li ser Rojhilatanavîn [1938 lewendi_computer] Belavokên li ser kolonyalîzmê Fîyeta belavokan li gor naverokê tê guhertin: [1939 lewendi_computer] Belavokên bi rexne: 12 wereqe [1940 lewendi_computer] Belavokên bê rexne: 6 wereqe [1941 lewendi_computer] Belavokên »Li Dunyê dûrim, Li Rojhilatanavîn Dûrim û Li Kurdistanê Dûrim«: 20 wereqe [1942 lewendi_computer] Belavokên damezrandin û hilweşandina rêxistin û partîyan: 100 wereqe [1943 lewendi_computer] Belavoka »ÇIMA VEQETYAM«: 25 Quriş. [1944 lewendi_computer] NEWROZ PÎROZ BE! [1945 lewendi_computer] (1) [1946 lewendi_computer] Her ku diçe Emperyalîzma Dunyê bi pêşevanîya Amerîka û dewletên din yên emperyalîst girtir, hartir û çavsortir dibe. [1947 lewendi_computer] Emperyalîzm sîstema kapîtalîzma monopolîsta herî bilind e. [1948 lewendi_computer] Xurt e, heta qirikê çekdar e, ro bi ro qelstir dibe û nuha jî di doşeka mirinê de ye. [1949 lewendi_computer] Li Rojhilatanavîn tu tiştek wekî berê nîne. [1950 lewendi_computer] Her tişt tê guhertin. [1951 lewendi_computer] Wilo bi lez tê guhertin ku rojek wekî ya din, saetek wekî ya din, deqqeyek wekî ya din nîne. [1952 lewendi_computer] Helbet sedemê wê jî emperyalîzma dunyê ye. [1953 lewendi_computer] Wekî hûn jî dizanin divê hemû sinifên karker û gelên bindest û pêşverû û welatparêz û pêşketinxwaz û antî-emperyalîst û antî-faşîst û antîşovenîst hemû piştgirîya hev bikin û yek bin. [1954 lewendi_computer] Yan na emperyalîzm her çiqas li ber sekratê be jî, zû bi zû namire. [1955 lewendi_computer] Ji ber ku wek her tiştê wê, sekrata wê jî dirêj e. [1956 lewendi_computer] Li Latîn Amerîka jî rewş kêm-zêde wekî li Rojhilatanavîn e. [1957 lewendi_computer] Li Afganîstanê jixwe hûn dizanin çi dibe. [1958 lewendi_computer] Li Hîndûçînê her wisa. [1959 lewendi_computer] Li Afrîka Başûr dîsa wisa. [1960 lewendi_computer] Şerê Îran û Iraqê her dîsa wisa (2). [1961 lewendi_computer] Îcar li Kurdistanê jî ji Meda û vir de çavsoran û weledên wan ên îroyîn û rejîmên wan tiştên nemayî bi serê me de anîn. [1962 lewendi_computer] Lê nikarîbûne dengê me bibirin. [1963 lewendi_computer] Kolonyalîzm li welatê me ketîye her derê, lewre divê herkes vê yekê zanibe. [1964 lewendi_computer] Do çawa bû, îro jî wisa ye û dijminê me sibê jî me li hember xwe dibîne. [1965 lewendi_computer] Li Kurdistanê îro pergala berhemîya nîv-feodal, nîv-kapîtalîst û nîveşîrî hakim e. [1966 lewendi_computer] Pêwendîyên berhemîyê jî her wilo ne. [1967 lewendi_computer] Avahîya ser û bin divê ji bin ve bête serûbinkirin. [1968 lewendi_computer] Û divê neyê ji bîr kirin ku têkoşîna birayên me yên Filistînî jî a me ye. [1969 lewendi_computer] Xelasî nêz e. [1970 lewendi_computer] Emperyalîzm û xulamên wê yên kolonyalîst û hwd. [1971 lewendi_computer] li ber mirinê ne. [1972 lewendi_computer] Bibelqite emperyalîzm! [1973 lewendi_computer] Bibelqite faşîzm û zordestîya li ser jin û zarokan! [1974 lewendi_computer] Bijî NEWROZ! [1975 lewendi_computer] (3) [1976 lewendi_computer] (4).......................... [1977 lewendi_computer] (1)-Alternatîfên din: [1978 lewendi_computer] Bijî Newroz [1979 lewendi_computer] Newroz hat [1980 lewendi_computer] Newrozek din jî hat [1981 lewendi_computer] Newroz dîsa hat [1982 lewendi_computer] Me Newroz pîroz kir [1983 lewendi_computer] Me Newroz bi hev re pîroz kir (2)-Navên welatan li gor daxwazan tên guhertin, kêm û zêdekirin. [1984 lewendi_computer] (3)-Silogan li gor daxwazê pir erzan tê dagirtin. [1985 lewendi_computer] (4)-Navê rêxistinê ji alî xwedîyê belavokê ve tê dagirtin. [1986 lewendi_computer] Erzûhal-Holdîng Namenûs Belavokzade Xan, no: 99/z Telf: 009933-44 Derveyî Welat [1] Labîrenta cinan [2 mete_labirent] HESENÊ METÊ [3 mete_labirent] Şeytan xwedê ye û Xwedê jî şeytan ez hatim hînkirin ku herduyan jî bihewînim yekî bi babetekî yê din bi babetekî din lê babet her yek bûn [4 mete_labirent] GUNNAR EKELÖF [5 mete_labirent] Weke bayên payîzên hersalîn îro jî ba tê, bi qasî çend rojên din, dibistan ê vebin, zarok ê dîsa li hewşên dibistanan bilîzin, qêrîn û giriyên zarokane ê bilind bibin. [6 mete_labirent] Ev serê salekê ye ku mamoste Kevanot li bendî bersivekê ye, ew bersiva ku wî bi dilpekîn dipa, îro nû gîhîştiye destê wî, anuha li bajêr, li ser sekûka eywana mala xwe rûniştiye, ew kaxeza bersivê girtiye destê xwe, bi tirseke bênav diricife û dixwîne, piştî xwendinê êdî bi çavên xwe jî ewle dibe ku ew wan tiştên li ser kaxezê rast dixwîne, ji nişka ve tiştekî weke tîrê xwe di serê wî de badide, ricifîneke bêmane bi laşê wî digire, dilê xwe bi xwe dişewitîne, lêvên wî dilerizin, av bi çavên wî dikeve û di dilê xwe de: »Rast e, ez bi kêrî hîndayînê nayêm. [7 mete_labirent] Serê min bûye weke hêkeke genî, tevgerên min êdî ne tevgerên mamosteyekî ne. [8 mete_labirent] Lê ez anuha têdigêhîjim. [9 mete_labirent] Ew gunda... av û kuçên wî gundî...« dibêje, wê kaxeza bersivê hêdîka datîne kêleka xwe û bi raman vedigere ser wan salên xwe yên buhurî. [10 mete_labirent] Di demên koçmaliyê de ew hemû hûr û tiştên ku hertim ji ber dimînin an jî di qul û qelişên malê de ji bîr dibin, çar sal, rasterast çar sal beriya nuha, mamoste Kevanot wan tiştan jî berhev dike, davêje paşiya kevnetexsiya xwe, kewaniya xwe ya ciwan dide kêleka xwe û ji bajarê D’ê hêdî hêdî ber bi bakur dajo. [11 mete_labirent] Di rê de çêlî mijarên bextiyarî û astengên wê dike, carina pişirînên bextiyariyê li ser lêvên wî diyar dibin, çavên xwe ji riya pêşiya xwe vedigerîne ser kewaniya xwe û dibêje: [12 mete_labirent] Nêrgisa min... ma nayê bîra te ku apê Simko... zimanê min lê nagere, lê di destpêkê de bavê te gelek astengî raxiste pêşiya min!... [13 mete_labirent] » Keçên me têra xortên eşîra me nakin, me keç nîne ku em bidin bajariyan.« digot û pê ez ji wir dûrdixistim. [14 mete_labirent] Ji ber vê yekê carina dilê min bi xwe jî ji min li hev diket, ez ji xwe dişikiyam, pê dêşiyam û heta çend rojan jî ji bîra min ne diçû. [15 mete_labirent] Min dixwest ez pê bidime zanîn ku pêjnên evîndariyê, tenê bi tiştekî têne girêdanê û ew jî dil e. [16 mete_labirent] ku ew dila li ba kê hebe, ew pêjnên pîrozwer jî rojekê bi wir ve têne girêdanê. [17 mete_labirent] Li ser vê nimûnê, min gelek tişt jê re bi lêv kirin. [18 mete_labirent] Lê min çi dikir ne dikir, ew ji gotina xwe danediket û hertim: [19 mete_labirent] » Nabe, xoce, nabe!« digot. [20 mete_labirent] Min î ku nêhirî nabe, vê carê jî min xwe havêt bextê wî û jê re got: [21 mete_labirent] » Rast e, Apê Simko, ez ne ji eşîra we me, ez ne çiyayî û ne jî deştî me. [22 mete_labirent] Wek ku tu jî bi kerem dibêjî, ez bajarî me. [23 mete_labirent] Lê beriya hertiştî, ez jî merivek im. [24 mete_labirent] Merivekî ji we me, zimanê me, dîroka me, berbora me... ken û giriyê me yek in. [25 mete_labirent] Çima dildariya koçerekê, nebe para min? [26 mete_labirent] Binêre, Apê Simko, ku ev tevgera min dûrî berborê be, wê çaxê ez dikanim xwe bavêjim bextê ciwamêrekî û bila ew were keçikê bixwaze. [27 mete_labirent] Çîrokek dirêj e, lê di roja îroyîn de min ne dê û ne jî bav heye. [28 mete_labirent] Loma min xwest ku tu bavtiyekê ji min re bikî û ji vê daxwaza dilê min re nebêjî na...« Li ser van gotinên min, dilê wî hinekî nerm bû, lê dîsa jî têra razîbûna wî ne dikir. [29 mete_labirent] Bi saetan li ber rûdiniştim, bi giramgîrî min rûmetek mezin didayê ku ew jî li hemberî min têkeve rewşa xezûrtiyê. [30 mete_labirent] Lê ne dibû û ne dibû... Heta wê dema ku diya te mizgînî da min... hezar carî mala wê ava!... Bi rastî jî jineke dilpak [31 mete_labirent] û dilovan e. [32 mete_labirent] Lê... wê jî gazinên xwe dikir û hertim bi hustuxwarî digot: [33 mete_labirent] » Belê, tu mamoste î... lê hûn bajarî ne û em koçer in. [34 mete_labirent] Em... cî û warên me li gor demsalên salan e. [35 mete_labirent] Zivistanan em li jêr û havînan em li jor in. [36 mete_labirent] ku em berê keçika xwe bidine deverên dûr û wê bişînin... êdi çavê me ê zû bi zû bi xezala me nekeve. [37 mete_labirent] Lê hêvîdar im ne rewşeke ewqas xemgîn be!...« [38 mete_labirent] Mamoste Kevanot dîsa bi pişirîn berê xwe dide kewaniya xwe didomîne: [39 mete_labirent] Lê Xwedê merivan ji zarxweşiyê neke! [40 mete_labirent] Wusa xuya bû, Apê Simko jî ji vê zarxweşiya min kêfxweş bû bû û di dawiya dawîn de bi vê daxwaza min qayîl bû... Ma ne wusa, berxika min?... [41 mete_labirent] Berxika wî çavên xwe ji riya pêşiya texsiyê dizvirîne ser wî, dû re serê xwe dixe ber xwe û bi tevgereke zarokane dibê: [42 mete_labirent] Nizanim ku... [43 mete_labirent] Nêrgisa koçer rast dibêje, beriya vê bûyera zewaca wan, ew li mala bavê xwe ye, ne hay ji evîna mamoste Kevanot û ne jî hay ji serêşa bavê xwe heye, carekê tenê ji devê diya xwe dibihîze û ew jî ne bi dûrûdirêjî, »Berxika min, mamostê X’ê dil ketiye te... lê ez nizanim bavê te ê çi bibêje.« dibêje, bêyî ku ji diya xwe re peyveke piçûk bi lêv bike, Nêrgisa koçer tew li ser vê girîngiya girêka jiyana xwe nafikire jî, di vî salê xwe î hîjdehî de ew jî weke gelek keçên koçer ji hinek aliyên jiyanê bêpar e: çûye bêriyê pez dotiye bêyî ku guhanê wan bêşîne, lolep di dest de dew kîyaye bêyî ku meşka wê çilkan bireşîne, bêyî ku mast tirş be şîr eyvan kiriye... bi kurtî mîna seriyek penîrê koçerî, xwediyê dilekî pak û sipî ye, anuha jî wusa ye, lê bi vê bersiva wê re mamoste Kevanot destê xwe î rastê ji dîreksîyona kevnetexsiya xwe radike, ber bi ruyê wê dibe, bi serê tiliyên xwe biskê wê î kej ji ser gupa wê dide alî û dibêje: [44 mete_labirent] Bi rastî ez hîn jî nizanim ka wê çaxê tu çi difikirî, kevoka min. [45 mete_labirent] Ez bawer im, nuha te jî di dilê xwe de digot, ev tişta naçe serî, weke bavê xwe te jî digot, ev mamostekî bajarî û ez jî koçereke çiyayî!... ne wusa? [46 mete_labirent] Pişirînên zarokane li ser lêvên Nêrgisa koçer xuya dibin, bi çavên xwe yên gir li mêrê xwe î mamoste dinêre û herdu girikên piyê xwe jêlî hildikute, bi vê tevgera wê re ricifîneke mîna aveke şîrgermî xwe ji serê mamoste Kevanot heta bêçiyên lingên wî berdide, ji nişka ve dilê wî bi vê kevoka koçer dişewite û anuha baş têdigêhîje ku koçera wî hîn jî ne hay ji zewacê û ne jî ji tama wê heye, vedigere ser dilê xwe û li wir dibêje: »Çi aferîdeke bêguneh e, Xwedê!... weke horiyeke asimanî!... lê divê ez jê re kat bikim... hemû tiştên ku ez dizanim, jê re bi lêv bikim û jê re bibim alîkar... bila têbigêhîje, bila fêrî jiyana şaristaniyê bibe û bila bi awakî şareza ji jiyanê bitamije...« û bi van monologên xwe re mamoste Kevanot bi pêjnên gunehkarekî careke din li vî ruyê şermok, ruyê koçera xwe dinêre, daxwaza gotina rastiyekê lê radibe û dibe: [47 mete_labirent] Lê ez li ser te dîn bû bûm, berxika min! [48 mete_labirent] Carina xewên şevan li min direviya, radibûm di oda xwe de ji quncikekî diçûm yê din, min gelek tişt di serê xwe de dicivand û belav dikir, min ava dikir û dîsa hildiweşand. [49 mete_labirent] Lê... rast e salên min ne ewqas zêde ne ku ez bibêjim, ez pir jiyame û min gelek dîtiye... tenê şeş salan ji te mezintir im. [50 mete_labirent] Lê... ez ne merivekî ewqas jî naşî me. [51 mete_labirent] Min hay ji berê dunyayê heye û ez dizanim bê pîvana zewaceke rastirîn çawa ye, an jî çawa dibe... Lê dildarî serê xwe bixwe! [52 mete_labirent] Hertişt li ber çavên meriv reş dibe û ji bilî dev û lêvên yarê, meriv tiştekî din nabîne. [53 mete_labirent] Kê bêhna bêçiya xwe dikir ku Kevanot ê bibe dildarê Nêrgisa koçer!... Min guhdariya gelek çîrokên dildariyê kirin, min gelek evînromanên ji pênûsên cuda cuda xwendin... lê ez ji te re sond dixwim ku heta wê rojê jî min baweriya xwe bi evîndariyê ne hanî bû. [54 mete_labirent] Mîna ku Xwedê ew destê wî rasterast ji bo rojeke weha, ji bo tiştekî weha çêkiriye, li vir ew destê mamoste Kevanot dîsa pê nasekine, li ser dîreksîyonê nahewe, ber bi ruyê jina xwe radike, tiliyên xwe di nav biskê wê î kej re dike û dipirse: [55 mete_labirent] Ka tê bîra te bê min û te kengî hevdu dît, koçera min? [56 mete_labirent] Nêrgisa koçer hinekî dirame, bi rûkenî li ruyê mamoste Kevanot dinêre, dû re peyvikek kurt tenê ji nava lêvên wê yên tenik difilite û dibê: [57 mete_labirent] Na... [58 mete_labirent] Cara pêşîn, koçera min, cara pêşîn... De ka bîne bîra xwe bê cara pêşîn te ez li kuderê dîtim. [59 mete_labirent] Anuha mîna ku koçera wî ji wan deverina, ji wê kevnetexsî û kêleka mêrê xwe dûr û dûr li moriyekê bigere, çavên xwe yên gir hêdî hêdî dide hev û dû re dibê: [60 mete_labirent] Li zoman. [61 mete_labirent] Bi mebesta ku mêrê wê bibêje: erê rast e û te têderxist, bi kesereke bêwext re du cara serê xwe ditewîne û dibê: [62 mete_labirent] Sala çûyî di rojên destpêka buhara paşîn de bêhna min pir teng bû bû. [63 mete_labirent] Ez nizanim bê çima, lê di rojên buharên paşîn de pirî caran wusa xemgîniyekê digire ser min. [64 mete_labirent] Xwe bi xwe: »Stajeriya li cî û gundên weha, serê xwe bixwe!« min got û wê rojê min zarokên dibistanê zû şandin malan. [65 mete_labirent] Heta derengî piştî nîvro jî vê xemgîniyê ez bernedam û her li ser min giran bû. [66 mete_labirent] Min xwest ku ez ji lojmana dibistanê, ji gundê X’ê derkevim û ji xwe re berî berî çêm bimeşim. [67 mete_labirent] Li axpîna paş malên X’ê, gundiyê bi navê Berzo rastî min hat... bi min da zanîn ku ji dûr ve merivê we jî tê. [68 mete_labirent] Piştî ku min bêhntengiya xwe jê re got, ciwamêro ji hespê xwe daket, devgem da dest min û ji min re got: [69 mete_labirent] » Heta zoman berî berî çêm biçe, bergehên gelekî xweşik hene. [70 mete_labirent] Li zoman bêhna xwe vede, dewekî cemidî vexwe û paşê vegere.« Piştî ku silavên xwe yên ji bo Apê Simko jî got, min berê hespê ber bi jor kir û min hajot. [71 mete_labirent] Bayekî buhara paşîn hêdî hêdî pêl dida. [72 mete_labirent] Çemê we î bi xof her tîşên wusa li çiyê xisti bû ku dema ez li ser pişta hespê di ber re diçûm tirseke mezin dikete dilê min. [73 mete_labirent] Li ser devên wan asêgehên bêbinî serê meriv gêj dibe û dilê meriv tê ber devê meriv. [74 mete_labirent] Her bergehên wusa xweş, wusa xweş li wan warên we koçeran hene ku meriv naxwaze bimire!... Jiyan bi meriv xweş û şêrîn dibe. [75 mete_labirent] Dema min xwe gihand deviyên pêş zomên mala bavê te, xweşdengekî bilûrê kete guhê min. [76 mete_labirent] Li pala hember colek mîhên mor di mexeliyê de bû. [77 mete_labirent] Bi kincên xwe yên rengoreng çend keç û jin di nava col de radibûn û rûdiniştin. [78 mete_labirent] Ez dû re têgêhîştim ku bilûrvan şivanê zomên mala bavê te ye. [79 mete_labirent] Li ser zinarekî hember rûnişti bû û hundurê xwe valayî bilûrê dikir, Xwedêyo!... Wê çaxê min di dilê xwe de got, »Heta ku ez li darê dunyayê sax bim, ev bergeha ê ji ber çavên min wenda nebe!« Jiyanê rengekî xwe î veşartî rayê min dabû. [80 mete_labirent] Ez û şivên, em hatin zoman. [81 mete_labirent] Piştî ku bavê te î mêvanperwer bihîst ku ez mamostê gundê X’ê me, bi rewşa mîrekî mezin rûmeteke bilind da min, li ser kulavê xwe î nexşîn ciyek da min. [82 mete_labirent] Ramaneke wusa bi min re çêbû ku li ciyên weha û di nav merivên weha de meriv baştir bi rûmeta xwe dihese. [83 mete_labirent] Dû re jî bi zarekî xweş dûrûdirêj ji min re çêlî jiyana koçeriyê kir: [84 mete_labirent] » Ci û warê me ne diyar e. [85 mete_labirent] Kuderê xweş be, em wir ji xwe re dikine war. [86 mete_labirent] Lê kesên bajarî jiyana me nas nakin...« digot û ew warê xwe ji min re bi lêv dikir. [87 mete_labirent] Di wê gavê de ji nişka ve dengê marîna berx û mîhan hate min. [88 mete_labirent] Min li ser piyê xwe î çepê nêhirî, bi wan dengên xwe yên xweş û xemgîn berxên mor ji kozikan ber bi deviyan herikîn û dû re ketin nava col. [89 mete_labirent] Ji van tiştên ku ew ê di jiyana min de, hertim di bîra min de bimînin û ji ber çavên min wenda nebin, jê yek jî... [90 mete_labirent] Li vir pişirînên bextiyariyê bi lêvên mamoste Kevanot dikevin, ew destê xwe î ku êdî xwendevan jî pê dizane dîsa ber bi biskên koçera xwe dirêj dike û didomîne: [91 mete_labirent] A jê yek jî, fîlikên vî porê te î kej bûn. [92 mete_labirent] Li hêla çepî kon li ber tirêjên roya li ber ava weke gistîrên zêrîn diçirûskîn... [93 mete_labirent] Tiliyên mamoste Kevanot hêdî hêdî xwe ji nava wan gistîrên zêrîn berdidin ser gupa koçerî û bi kenekî bilind li gotinên xwe yên jorîn zêde dike: [94 mete_labirent] A wê çaxê bû, rindika min! [95 mete_labirent] Ji xwe çi bû, wê çaxê bû. [96 mete_labirent] Ev çavên te yên gir, dev û lêvên te! [97 mete_labirent] Xwedêyo!... Bergeheke wusa kûvî, wusa kûvî ku... Bi nêrînekê re mîna ku yek xwîna vî dilê min valayî beroşekî bike û bide ser terafa agir!... Aaa, wusa dikeliya... [98 mete_labirent] Bi vê peyvika xwe ya dawîn re mamoste Kevanot wî destê xwe ber bi jor vedigire, hildikute, bi dîreksîyonê digire, dizivirîne ser rêyeke piçûk, hustuyê xwe hinekî dirêj dike, li hawurdora xwe dinêre, vedigere ser koçera xwe, destê xwe ber bi hêla jêrîn bilind dike û: [99 mete_labirent] Binêre va em hatin... em hatin Gundê Dînan, dibêje, ber bi koçera xwe dikene û didomîne: Ez ji xwe re henekan dikim... lê wusa dibêjin. [100 mete_labirent] Min jî ji devên xelkê bihîstiye... dibêjin, ev hemû gundên hawurdor jî vî gundê ha weke Gundê Dînan bi nav dikin. [101 mete_labirent] Lê ciyekî xweş e, pir xweş e!... Ava wî, rez û bîstanên wî, pîvazên... ha, ha, ha!... tu dizanî, Nêrgis?... dibêjin ku dînbûna şêniyên vî gundî, ji pîvazên wan e. [102 mete_labirent] Hinek jî dibêjin ji ava wan e. [103 mete_labirent] Ew mamostê ku heta sala çûyî li vir mamostetî dikir, beriya çend rojan ez û wî li bajêr rastî hev hatin. [104 mete_labirent] Îcar te bidîta!... ma çi ne digot ku... Meriv ewqas jî bêbext nabe!... qaşo merivekî xwenda ye!... ji min re digot: [105 mete_labirent] » Bila ev temiya min li te be, Kevanot, bila hertim hefsarê şêniyên vî gunda di dest te de be, zêde guhdariya wan neke, di ber devê wan re nekene û rû nede wan. [106 mete_labirent] An ne... tu ê av û av biçî, bibî nola wan û tu ê jî dîn bibî!...« Bi awakî wusa ji min re digot, mîna ku ez diçim û li tîmarxanekê karmendiyê dikim. [107 mete_labirent] Bi min wusa hat ku mêrik hinekî ji serê xwe çelq bû, an ne mamosteyekî baqil tiştên wusa nabêje. [108 mete_labirent] Lê tiştekî berbiçav heye, sê roj berê dema ku min mal hanî çend xort û zarokên gund hatin alîkariya min. [109 mete_labirent] hemû jî gelekî baş bûn. [110 mete_labirent] Erê min dê û bavên wan, an jî ji rîsipiyên gund kesek ne dît, ez zêde bi kesekî re ne peyivîm lê... lê min ji hêminiya wan têderxist ku zarok ji merivên baş de ketine. [111 mete_labirent] Bi şêlek gendûgemar bûn lê hemû jî merva, baqil, bêdeng û hinekî jî nola te kûvî bûn... ha, ha, ha!... [112 mete_labirent] Bi vî kenê xwe re mamoste Kevanot cara dawîn jî destê xwe î bextiyar bi gupa koçera xwe dike û bi tevgereke ewle: [113 mete_labirent] Ez baş dizanim ku em ê jiyaneke xweş li vî gundî derbas bikin. [114 mete_labirent] Tu tew xeman nexwe!... dibêje û kevnetexsiya xwe li ber dîwarê hewşa dibistana Gundê Dînan radiwestîne. [115 mete_labirent] Bi gurîna dengê texsiyê re weke hertim bala xelkê gund tê kişandin, bi rawestina wê re çend kes li hewşa dibistanê kom dibin, jin û bûkên gund di riya kaniyê de dema ku xwe digêhînin taxa deriyê hewşa dibistanê, ji wir, ji dûr ve li ser piyên xwe dizivirin û dinêrin, xwe bi xwe an jî ji hev re: »Mamostê me î nû hatiye, kewaniya wî jî pê re ye. [116 mete_labirent] Xwedê bike jina wî zarxweş be, ne nola wê rengdîna jina mamostê kevin be!« dibêjin. [117 mete_labirent] Ev hatina mamostê nû di wexteke kurt de li der û hundurê gund belav dibe, gelek gundî li ber dîwarê hewşa dibistanê berhev dibin û dibînin ku mamostê nû û kewaniya xwe bi zimanê malê dipeyivin, nizanin ku bûka koçer ji bilî zimanê malê bi zimanekî din nizane, ev yeka ha xwîna gundiyan bêtir li wan germ dike, mîna cotekî ji gundê wan be bi zimanê wan dipeyivin, astenga hevnasînê di navbera gundî û malbata mamoste Kevanot de namîne, hinek xort û zarok wan hûr û tiştên di paşiya kevnetexsiyê de dikêşin hundurê lojmanê, çend jin û keçên xwîngerm bi alîkarî mala bûka koçer rast dikin, çend mêrên gundî mamostê nû girtine nav xwe û xêr û xweşiyê lê dibarînin. [118 mete_labirent] Gelek nabuhure ro xwe dide ber ava, civata li dora mamoste Kevanot feretir dibe, bi serê êvarê re, bêhna gund xwe dide der, dengê wajîna zarok û ewtîna kûçikan, orîna dewar û zirîna keran li nav hev dikeve, bêhna şîv, girar û nanê şewitî... di vê navberê de xwarin û pêxwarinên sala çûyî li van deman dikeve bîra mamoste Kevanot, bi raman diçe gundê X’ê li wir derdikeve serê zozanan ba koçeran, lê na, ne malên vî gundî weke konên koçeran reş û ne jî xelkê vî gundî nola merivên wî navçeyî kûvî ne, momoste Kevanot bi dengekî hişk û bilind li xwe divarqile: [119 mete_labirent] Erê keko, erê!... çima tu xwî dikî, keko?... [120 mete_labirent] Ji civata dorê hinek serên xwe dixin ber xwe û dikenin, lê ji wê civatê yek bi mirûztirşî: [121 mete_labirent] De tu li min û li vî dînî binêre, ha! [122 mete_labirent] Dîsa bêhna dûmana cixarê dike!... dibêje û destê xwe li ba dike, du sê kesên din jî weke dengê wî dînî [123 mete_labirent] -ev deng çi li hundur û çi li derve her bi tonekê ye- bersivê dide û dibêje: [124 mete_labirent] Na bavo, kes xwî nake, Guzî!.. ma çima tu xwî dikî, keko! [125 mete_labirent] Mamoste Kevanot tênagêhîje, tenê bala wî dikêşe ku yekî pêxas, bertena saqoyekî bêbetan û şalekî bi her babetî pînekirî, bi lez ber bi civatê tê û navê wî Guzî ye, her ku nêzîk tê, neliheviya bergeha wî baştir diyar [126 mete_labirent] dibe, çend kesên ku ji vê tevgera wî nerihet dibin, ji civatê vediqetin û ber bi Guzî diçin, diçin ku nehêlin ew xwe bigêhîne mamoste Kevanot, lê ew rebena her: [127 mete_labirent] Ji te re çi, heyran!... çima tu xwî dikî, keko!... dibêje û tê, ew kesên ku ber bi wî diçin jî nikanin pêşiyê lê bigirin, Guzî heta ber mamoste Kevanot tê, destê xwe î qertûşî ber bi wî dirêj dike û bi dengê xwe î taybetî dibê: [128 mete_labirent] Erê!... tu bi xêr hatî, xoce!... [129 mete_labirent] Mamoste Kevanot hinekî bi dudilî destê xwe dirêjî wî dike û bi pişirîn dibêje: [130 mete_labirent] Xêrendar bî, ezbenî. [131 mete_labirent] Ji civatê dîsa dengek bilind dibe û dibê: [132 mete_labirent] Law de bicahime êdî, dîno!... Tu dîsa hatiye cixaran, ne wusa!... Lê dîno xwe li ber mamoste Kevanot xweş dike û ji civata dorê re: [133 mete_labirent] Ji te re çi, heyran!... Çima tu xwî dikî, keko! [134 mete_labirent] Erê!... Xoce dide min! [135 mete_labirent] Ma ne wusa ye, xoce!... dibêje û bêyî ku gotina wî bête birîn, tiliyên destê xwe î rastê ber bi lêvên xwe dibe, hustuyê xwe ber bi paş rep dike û didomîne: Erê, xoce cixarekê dide min!... ma çima tu xwî dikî, keko!... ma ne wusa ye, xoce! [136 mete_labirent] Xwedê hewînî, ma ne wusa ye, xoce!... [137 mete_labirent] Mamoste Kevanot têdigêhîje ku cixareyek jê tê xwestinê, bi kêfxweşî destê xwe davêje bêrîka qutikê xwe, pakêtekê derdixîne, daxwaza wî bi cî tîne û di dest de jî têdigêhîje ku Guzî ji serê xwe kêm e, lê bi qasî ku bihîstiye ne xeternak e, loma di dilê xwe de: »Dînên vî gundî jî xwînşêrîn in.« dibêje, bêyî ku pakêta xwe têxe ciyê berê, li ser lingan keremî hemû kesên dorê dike, ew pakêta nîvçe diqede, yeke nû derdixe û ji wê jî çend liban belav dike, ji bilî cixarekêşan hinekên ku cixarê nakêşin jî dibin xwedîparên pakêta wî. [138 mete_labirent] Mamoste Kevanot dîsa bi çavekî lêkolînerane li civata dora xwe dinêre, bi şermokî, bi dijwarî: [139 mete_labirent] Li min biborin, dibêje, mîna ku hûn jî dizanin mala min anuha tevlihev e. [140 mete_labirent] Divê ez biçim û cî bidime tiştan. [141 mete_labirent] An ne, me ê bi hev re çayek... Çend deng bi hev re bilind dibin û dibêjin: [142 mete_labirent] Em biçin mala me, xoce... îşev... [143 mete_labirent] Lê dengê Guzî ji wan dengan bilintir dibe, peyva civatê dibire, hilmên dawîn li cixara xwe dixe, dûyê wê di dev û pozê xwe re berdide, li dengê xwe î bilind zêde dike û dibê: [144 mete_labirent] Erê!... em ê çaya xocê jî vexwin!... ma çima tu xwî dikî, keko! [145 mete_labirent] Xocê me comerd e!... Ji civatê dengekî din li Guzî tûj dibe û dibê: [146 mete_labirent] Werim, ez ê te bidim binê lingên xwe, ha!... Dîno!... de zû ji vir bicahime, ehmeq!... [147 mete_labirent] Li ser van tevgerên gundiyan, dev li mamoste Kevanot vekirî dimîne û dilê xwe bi wan dişewitîne, li hêla din jinên gund bi bûka koçer de ketine ku wê bibine malên xwe, lê ne mamoste Kevanot û ne jî jina wî vê daxwaza gundiyan dipejirîne, di dawiya dawîn de bi sipasî û kêfxweşî dilê gundiyan digirin û wan dişînin malên wan, heta gund di rê de çi ji devên jinan û çi ji devên mêran, pesinê mala mamoste Kevanot bi lêv dibe. [148 mete_labirent] Bi êvarê re mamoste Kevanot û Nêrgisa koçer malhaziriya xwe ya koçmaliyê datînin ber xwe û dest bi xwarinê dikin, ji hêlekê ve dixwin û ji hêlekê ve jî qala başiyên xelkên gundî dikin: Xwînşêrîn in, xwîngerm in, baş in, merva ne, şorgerm in... di vê navberê de derê eywana lojmanê lêdikeve, herçiqas xelkên gundî baş û şorgerm bûya jî, di vê êvara pêşîn de ne dibû ku kewaniya malê biçûya derî vekira, mêrê malê radibe ser xwe û diçe derî vedike, du jin li ber derî rawestiyane, hêkerûn, tirşik û ew girara ku bi qasî du saetan berê bêhna xwe dabû der, anuha li ber deriyê lojmana wî ye, mast, qeymax û nivîşk jî li ser destên wan sipê dixuyin, bi ruyekî şermesar dengek ji mamoste Kevanot derdikeve û dibê: [149 mete_labirent] Ev çi ye?... çi hewce ye?... Ji jinên ber derê lojmanê yek dibê: [150 mete_labirent] Na, na... wîî... ma çi ewka wê heye? [151 mete_labirent] Ji wan jinan ya din: [152 mete_labirent] Li me biborin, dibêje. [153 mete_labirent] Bi Xwedê me hay ji hatina we tune bû. [154 mete_labirent] Erê digotin, lê me nizanî bû ku hûn ê îro werin. [155 mete_labirent] Bi dengên jinan re Nêrgisa koçer derdikeve ber derî, mêrê malê pêşiyê naxwaze wan tiştan bigire, lê dû re dibîne ku du sê reşên din ber bi deriyê lojmanê tên, di destên wan de jî tiştên xwarinê hene, jinek û du zarok in, ramanek di serê mamoste Kevanot de vedijine ku hatin û rastkirina malê dereng ketiye, gundiyan zanîne ku wexta wan û çêkirina xwarinê ne bûye û loma wan ev tiştên xwarinê hanîne. [156 mete_labirent] Di nava xwarinên îşevîn de ji wan re qûfikek hermî û tiriyê reş jî hatiye, piştî şîvê tînin wan jî didin ber xwe, mamoste Kevanot ji hêlekê ve tiliyên tirî davêje devê xwe û ji hêlekê ve jî dibêje: [157 mete_labirent] Ma tu dizanî, Nêrgis... ev xelkên gundî ji yên bajarî comertir û mervatir in. [158 mete_labirent] Dilê wan germ û.... germ û paqijtir in. [159 mete_labirent] ku meriv li wan xwedî derkeve û bi zimanê wan bipeyive, ji meriv re dibin... dibin erd. [160 mete_labirent] Lê... [161 mete_labirent] Li vir mirûzê xwe tirş dike, tiliyek tiriyê din jî ji gûşî diqetîne, beriya ku bavêje devê xwe wan peyvên xwe didomîne: [162 mete_labirent] Lê... nezan in, kwîrfam in. [163 mete_labirent] Serê wan hişk û hişê wan zû bi zû di ber tiştan de naçe. [164 mete_labirent] Bextê wan mîna vê tiliya tirî reş hatine nivisîn, dibêje, wê tiliya tirîyê reş di devê xwe de datîne û dipelixîne. [165 mete_labirent] Weke zarokek li ber şîretan serê Nêrgisa koçer di ber de ye û carina ew jî ji gûşî tiliyan diqetîne, di dest xwe de pê dilîze û dû re di nava lêvên xwe de datîne, di vî warî de xwe bi kêrî peyivînê nabîne ku ew jî tiştekî bibêje, heta nuha jî Nêgisa koçer berpirsiyariya galegalên dûrûdirêj ne girtiye, hertim bi zimanekî kurt beşdarî şorgermiya mêrê xwe bûye, di mijarên evîn û bextiyariyê de hertim ruyê wê soromoro bûye. [166 mete_labirent] Bi derengê şevê re zik li mamoste Kevanot têr dibe, bi hêviyeke mezin li ruyê Nêrgisa koçer dinêre û dibêje: [167 mete_labirent] Lê em ê li vir jiyaneke xweş li dar bixin, Nêrgis. [168 mete_labirent] Em ê bi xelkê gund şêrîn û ew ê jî ji me xweş bin. [169 mete_labirent] Ez mamoste me. [170 mete_labirent] Ne tenê mamostê zarokên wan, herweha ez ê mamostetiyê ji wan re jî bikim. [171 mete_labirent] Ez sond dixwim ku ez ê bi her awayî ji wan re bibim alîkar. [172 mete_labirent] De êdî çi ji destê min biqede ez ê bikim. [173 mete_labirent] Dibêjin gelekî wan heta nuha ruyê bajêr jî ne dîtine. [174 mete_labirent] Gund bi xwe gundekî avî, xweş û şên e. [175 mete_labirent] Herdu mêvanên vî gundî bi peyv û gotinên weha şeva xwe pîr dikin, ji bo xewa şeva pêşîn dikevin nava nivînan û bi bextiyarî li hev dipiçikin. [176 mete_labirent] Berdin ha, berdin! [177 mete_labirent] Berdin, naxir diçe ha!.. [178 mete_labirent] Piştî du sê bawîşkên sibê, mamoste Kevanot bi vî dengê gavanê gund ji nivînan radibe, ber bi pencerê diçe, li dîmena gund dinêre, Nêrgisa koçer ji zû ve şiyar bûye, li ser kaniya hewşa dibistanê avê dikişîne û ew jî carina li bergeha vî gundê nû temaşe dike, gundyên ku dewarên xwe rastî naxirê dikin qîrewîra wan û heywanan li nav hev dikeve, çend keç û bûkên gundî li ser kaniya kêleka dibistanê li hev sekinîne, gavan li berwarê goristana gund dewarên hatî li hev dicivîne û her bi wî dengê xwe î bilind diqîre: [179 mete_labirent] Berdin ha, berdin naxir diçe! [180 mete_labirent] Mamoste Kevanot pencera lojmanê vedike, bayekî payîza pêşîn li ruyê wî dixe û dilxweşiyeke bêpîvan di xwe de hîs dike, bi gavên mamosteyekî bextiyar ber bi derê eywanê diçe, şekalên xwe bi ser lingên xwe ve dike, bi bertena pîjamê xwe derdikeve hewşa dibistanê, li ser kaniya dibistanê li dîmena gund, gundî, goristana hember dinêre, mîna ku destpêka jiyaneke bextiyar ji nuha ve bi wî ve xuya bibe, ber bi Nêrgisa koçer dipişire, li ser riya kaniya gund, li axpîna teniştê û di riya rezan de gundî li hewşa dibistanê dizivirin, dinêrin, ji peyayên gundî hinek ji dûr ve silavê li wî hildidin û bi vî awayî xêrhatinê lê dikin, du jinên gundî dane ser riya dibistanê û tên, nêzîktir dibin, tev xwarinên sibê heta ber derê lojmanê tên, mamoste Kevanot çav li wan dikeve û bi matmayîn dibêje: [181 mete_labirent] Ev çi ye?... bi Xwedê ev tevgera we naxoş e. [182 mete_labirent] Ma qey mala me jî mal e û me jî xwarin û vexwarin heye. [183 mete_labirent] Me hemû tiştên xwe bi xwe re hanîne... [184 mete_labirent] Bila xoce, bila, dibêjin, xêr û xweşiyê li hatina wan dibarînin û bi van gotinên xwe re çav li jina wî dikevin, mamoste Kevanot derbasî hêla hundur dibe, hersê jin li hev disekinin, li hev dipirsin, xêr û xweşiyê li hev dikin, dû re ew xwarinên sibê di dest Nêrgisa koçer de dimînin û jinên gundî dûrdikevin. [185 mete_labirent] Taştê di lojmanê de tê xwarin, mamoste Kevanot xwe tevgirêdide, derdikeve hewşa dibistanê, ro bi sê çar qaman bilind bûye, ji ser sipîndarên kêleka dibistanê, li paş wan sipîndaran ji ser darên Mekanê Mala Dînan, ji dar û kevirên hawurdor dengê çûçikan bilind dibin, ji zeviyên [186 mete_labirent] dûr cirecira dengê bihukan tê bihîstinê, ji bilî çend zarokên ku li ber dîwarên hewşên malên gund dilîzin kesek bi ber çavan nakeve, herkes mijûlê karûbarê xwe î payîzê ye. [187 mete_labirent] Di vê navberê de li paş malên gund, kalekî riyê wî sipî û dirêj daye ser riya dibistanê û ber bi jor tê, her ku ber bi dibistanê tê û nêzîktir dibe, bêtir jî diyar dibe ku kalekî salmezin e, lê di rêveçûnê de ewqasî nade xuyakirin, mîna ku ne ji bo alîkariyê lê tenê ji bo nîşana pîrbûnê gopalekî kevin î xweşik di dest pîremêr de ye, hîn ji dûr ve bi dengê salmezinekî silaveke xêrhatinê li mamoste Kevanot dike û nêzîktir dibe, mamoste Kevanot ji hewşa dibistanê derdikeve, diçe destê wî digire û xweşhaliya xwe dibêje, herdu jî li wir li hêla der li ber dîwarê hewşa dibistanê rûdinin, beriya ku bi hev re têkevin galegalan an jî ji bo ku têkevin galegalan mamoste Kevanot bi tevgereke giramgîr berê xwe bi pîremêr de dike û dibê: [188 mete_labirent] Navê te bi xêr, sofî? [189 mete_labirent] Pîremêr cî li xwe xweş dike, bi çavekî dostane li mamoste Kevanot dinêre û bêyî ku çavên xwe jê bikute, dibêje: [190 mete_labirent] Xwedê te bihêle!... navê min Sêvdîn e, Sêvdînê Selîm... ji min re dibêjin, sofî Sêvdîn. [191 mete_labirent] Navê min jî Kevanot e, sofî. [192 mete_labirent] Sitara Xwedê li ser te be!... tu ji kîjan eşîrê î, xoce? [193 mete_labirent] Kevanot bi giramî û bi zanebûna mamosteyekî dibêje: [194 mete_labirent] Eşîra me ne maye, sofî. [195 mete_labirent] Di jiyana bajarvaniyê de pîvanên wusa wen-da bûne êdî. [196 mete_labirent] Mîna ku sofî Sêvdîn dilê xwe jî bi rewşa îroyîn bişewitîne bi keservedan di ber xwe de dibê: [197 mete_labirent] Her ku diçe dunya piçûk dibe û civak jî dibe weke nokên tahtê. [198 mete_labirent] Dilovaniya dem û dewranê ne maye êdî! [199 mete_labirent] Ji bo kêfxweşiya sofî Sêvdîn, mamoste Kevanot dengê xwe jî hinekî bilind dike û dibê: [200 mete_labirent] Maşallah te gelek sal derbas kirine, sofî. [201 mete_labirent] Sofî bi rûkeniyeke şêrîn lê dinêre, destê xwe î vala davêje riyê xwe î mîna hirî, çavên xwe bi hev de dikute û: [202 mete_labirent] Êê... dibêje, ez jî kêm ne jiyame. [203 mete_labirent] Xwedê baştir dizane... lê bi qasî ku ez dizanim... li vê dunyayê min jî xwe bi qasî sed û bîst salan kevin kiriye... [204 mete_labirent] Mamoste Kevanot: [205 mete_labirent] Maşallah!... Xwedê jiya te dirêjtir bike, sofî!... dibêje û di dilê xwe de didomîne: »Sed û bîst sal jî ne hindik e.« [206 mete_labirent] Sofî Sêvdîn destê xwe dide ser çogên mamoste Kevanot, ditepîne û dibê: [207 mete_labirent] Xwedê te bihêle!... Xwedê jiya te ji ya min dirêjtir bike! [208 mete_labirent] Maşallah!... tu hîn jî li ser xwe î, sofî. [209 mete_labirent] Ê... Xwedê bi ya xwe dike. [210 mete_labirent] Hertişt di destê wî de ye, dibêje û mîna ku sofî Sêvdîn van gotinên xwe jî bipeyitîne, vê carê destê xwe ber bi goristana hember radike û bi keservedan didomîne: Gelek meriv di pey min re hatin û berî min çûn... çûn û xwe li vê palê ramedandin. [211 mete_labirent] Dema bavê min li vir cîwar bû, weke anuha tê bîra min, çend malên Mala Dînan li wê hêla kaniyê, li berwarê vê goristanê hebûn. [212 mete_labirent] Miriyê xwe dibirin bi qasî çar werîsan ji malên xwe dûr, di nava daran de dikirine erdê. [213 mete_labirent] Ji ser vê kaniyê, heta pişta çiyayê jorîn darên kelberû di nav hev de bûn. [214 mete_labirent] Hêla jêrîn jî wusa... nêçirvanekî herî dilêr jî newirî bû bi roj di nav re derbas bibûya. [215 mete_labirent] Ev geliyê ha bi daristaneke kûvî hati bû nixumandin. [216 mete_labirent] Lê ka?... - herdu destên xwe vedigire û li dora xwe mêze dike- hemû birîn, kirin erd û hajotin. [217 mete_labirent] Bi xêra ruhê pîrozwer re çend dar li vê piştê mane... ne min got, di demên me de dunya mezin û xalî bû. [218 mete_labirent] Ciyê herkesî û hertiştî tê de hebû. [219 mete_labirent] Meriv dikanî bû bi neviyê neviyê xwe re, li ciyekî, di hewşekî de bijiya. [220 mete_labirent] Lê anuha?... [221 mete_labirent] Mamoste Kevanot bi çavekî lêkolîner li vî pîremêrî dinêre û dibîne bê çi porê ku bi serê wî ve maye, çi pirça li dora hustuyê wî î qermiçî û çi mûyên li ser zenda wî, giştik jî weke hirîyeke şûştî sipî bûye, mîna ku di qermiçên eniya pîremêr de hunera jiyanê, nexşên dîrokê bibîne, di dilê xwe de: »Ser û binê vî gundî, ez ê bikani bim ji vî pîremêrî hîn bibim, rasterast ferhengek e, ferhengeke dewlemend e.« dibêje û bi mereqdarî ji ferhenga dewlemend dipirse: [222 mete_labirent] Ma hûn ne ji vî gundî bûn, sofî? [223 mete_labirent] Dema ku pîremêr dibîne guhdarekî dilsoz heye, daxwazeke peyivînê li wî jî radibe ku wan hemû demên xwe yên buhurî rûpel bi rûpel veke, bi xwînegoşt bike û wan ji nû ve bijî: [224 mete_labirent] De wê çaxê jî gund tune bû ku... ne min got... Mala Dînan bû. [225 mete_labirent] Ew jî bi tevayî çend mal bûn. [226 mete_labirent] Dema em ji Serhedan daketin, bavê min çû bû li ser kulavê Sofî Dîno rûnişti bû. [227 mete_labirent] Sofî Dîno, mezinê wan malan bû. [228 mete_labirent] Merivekî saxik û dilpak bû. [229 mete_labirent] Tavilê bi bavê min re bû bû destbirak û ne xwesti bû ku bavê min bi şûn de derkeve Serhedan. [230 mete_labirent] Mîna ku tiştek bala mamoste Kevanot bikişîne an jî tiştekî nû têkeve bîra wî, pirseke din ji pîremêr dike: [231 mete_labirent] Ev navê ha... navê Sofî Dîno, kê li wî kiri bû? [232 mete_labirent] Pîremêr herdu destên xwe ber bi jor vedigire û mîna ku bi xwe jî nikani be ji nav derkeve, dibêje: [233 mete_labirent] Bi Xwedê... di wan deman de em zarok bûn, lê li gor tiştê ku ez dizanim, ev navê ha ne navê wî yê rastîn e. [234 mete_labirent] Ji ber tevgerên wî yên nexşîn ji malbata wî hinek rabûn ew bi rengdêra »dînitiyê« navandin û hinekan jî ev rewşa wî weke »sofîtiyê« bi nav kirin. [235 mete_labirent] Herweha navê wî jî ma Sofî Dîno. [236 mete_labirent] Lê piştî çend nexşên wî, jê tirsiyan, paşîngê li ser vî ruhê pîrozwer ketin dudiliyekê û dû re jî gêhîştin wê baweriyê ku ne merivekî vala ye. [237 mete_labirent] Mereqdarî li mamoste Kevanot tîrtir dibe û dibê: [238 mete_labirent] Sofî, heyran!.. li gor nexş û kerametên çawa ev navê ha... ev navê ha li wî kirin? [239 mete_labirent] Ne min got... di destpêkê de navnotî bi dû ket û digotin: xerifî ye... Rihma Xwedê li ruhê wî yê pîrozwer be, digotin... de wê çaxê em zarok bûn û me hay ji tiştên weha tune bû... lê digotin, di dawiya jiyana xwe de evîndarê bûka xwe bû bû û ji dû wê venediqetiya. [240 mete_labirent] Digotin, wê çaxê kurê wî gelekî şerm kiriye, xwe havêtiye dest û lingên wî ku ew dev ji vî xwiyê xwe berde. [241 mete_labirent] Lê ne bûye... ev xwiyê ha ji ser ne çûye. [242 mete_labirent] Evîneke asimanî girti bûye ser. [243 mete_labirent] Ji ber vê yekê... ji şevan şevreşeke buharê kurê wî ew li hespê kiriye ku bibe Şikefta Zoncikê... meriv nizane ka êdî kurê wî çi fikirîye... lê li gor gotina jina kurê wî, li nêzîkî devê şikeftê du aferîdên seyr hatine pêşiya vî kurê wî û jê re gotine: [244 mete_labirent] » ku tu wî tiştê di dilê xwe de bikî, em ê tiliyên xwe di çavên te re bikin!« Xwedê dizane bê êdî çi di dilê kurê wî de bûye... Wê şevê kurê wî bavê xwe bi şûn de tîne malê û herdu jî dikevin nîvênên nexweşiyê. [245 mete_labirent] Ü di wê şevê de, di wê nexweşiyê de kurê wî radibe vê bûyerê ji jina xwe re kat dike û bi destê sibê re jî dimire. [246 mete_labirent] Amentubîllah, karê Xwedê nexşîn e!... Dema şêniyên van çend malan cendekê kurê wî hilanîn, Sofî Dîno di nivînan de bû. [247 mete_labirent] Ji xwe heta ku mir jî ji nivînan ranebû. [248 mete_labirent] Rasterast sê mehên dawiya jiyana xwe di nivînan de buhurand. [249 mete_labirent] Di ber mirinê de... De îcar çi mirin bûye, Xwedêyo!... Mirineke asêwarî! [250 mete_labirent] Em wê çaxê zarok bûn... bavê min... rihma Xwedê li hemû miriyan, li wî jî be!... bavê min wê çaxê li paş serê wî bûye. [251 mete_labirent] Çêlî mirina wî dikir û digot: [252 mete_labirent] » Bayekî eyûbî lê rabû bû.« Li gor gotinên ku bavê min digot, Sofî Dîno rabûye kincên xwe çirandiye, xwe deverû havêtiye erdê, mîna Eyubî pêxember wî jî gotiye: [253 mete_labirent] » Ez ji kezeba diya xwe şilfûtazî çêbûm û divê ez şilfûtazî jî vegerime wir!« Wek ku min got, dû re jî gelek şirove hatin kirin û gotin: Ev ruhê ha, ruhekî asimanî ye. [254 mete_labirent] Ji rojên dibistanê roja pêşîn e, hemû gundiyan hay ji hatina mamosteyekî nû bûye, ji herkesî re hatiye gotin ku îro dibistan ê vebe, bi germebayekî sibeha payîza pêşîn re royê hîna nû xwe ji paş çiyan havêtiye der, dar û berên li dora gund, rezên li pêşberê gund pelên zer li xwe xistine, rengê kêfxweşî û xemgîniyê li nav hev ketine, ji bo vê roja pêşîn mamoste Kevanot xwe tevdipêçe û hinekî zû ji lojmanê derdikeve hewşê, bi rêveçûneke bextiyar ber bi kaniya dibistanê dimeşe, li wir mistek ava cemidî vedixwe, ji xweşbûna dîmena gund lêvên xwe bi hev de dişidîne, bi poz bêhneke dirêj dimije û dikişîne hundurê xwe, çi bêhneke xweş! [255 mete_labirent] Ji bilî gironek û benzîna kevnetexsiya wî ya li quncikê hewşê hertişt xweşbêhna gundekî dide, bi gavên hêdî ber bi deriyê dibistanê diçe, derî vedike û dikeve hundur, di dilê xwe de: »Ca ez baş binêrim... binêrim ka çi xwendekar hene.« dibêje û deftera dersxanê ji çavika masa mamostetiyê derdixe, tîne rûpel bi rûpel diqelibîne û dibîne, dibîne ku tevayiyê dibistanê bîst û heft xwendekar in, jê bîst û yek law û şeş jî keç in, li gor deftera salên berê, zarokên dibistanê bi du beşan ciyê bûne, dersxana yek, dudu, sisê û dersxana çar û pêncan e, mamoste Kevanot dîsa di dilê xwe de: »Ne zêde ne. [256 mete_labirent] Ji bo hîndayîneke baş, ez ê bi kêr werim.« dibêje, weke mereqdariya her mamosteyekî nû ew jî dixwaze bizani be ka di şemayên dersdayînên salên buhurî de çi hene, di van şemayan de dibîne ku mamostê salên buhurî ji serî heta dawiya deftera rojane bi tiştên monoton dagirtiye: xwendin, navê demsalan, matematîk û hwd. [257 mete_labirent] Mamoste Kevanot xwe bi xwe: »Ne neheq in ku pirî caran gazinan ji van qeşmerên mamostên gundan dikin. [258 mete_labirent] Ew jî dizanin ku zû bi zû riya mufetîşan bi van deveran nakevin loma. [259 mete_labirent] Kî dizane bê li van gundên weha xalî mamostetiyeke çawa dikin. [260 mete_labirent] Lê em ê dû re, piştî du saetên din binêrin bê zarok çiqasî fêrî tiştan bûne.« dibêje, wê deftera ha li ser masê vekirî dihêle û berê xwe dide derve. [261 mete_labirent] Du zarokên law li ber dîwarê hewşê rawestiyane, çer ku çav li mamostê xwe î nû dikevin, xwe hinekî ji cî dilivînin û dixwazin rengekî xwendekarên şariza li xwe daynin, beriya ku mamoste Kevanot bi van xwendekarên xwe yên şariza re bipeyive, bala xwe dideyê ku sofî Sêvdîn, [262 mete_labirent] pîremêrê ku do li ber vî dîwarî pê re peyivî bû, bi piyê keçikek piçûk girtiye, ber bi dibistanê li pey xwe kaş dike û tê, keçik bi awakî birîndar digirî û sofî Sêvdîn jî bi rewşeke tevlihev e, mamoste Kevanot bi mitûmatî û bi gavên dudilî ber bi wan diçe, ji nişka ve tirs û berpirsiyariyeke tevlihev xwe lê dide der û nizane bê çi bûye, birîna destê keçikê ji dûr ve xuya dibe, lê heta ku nêzîkiyê lê dikin jî mamoste Kevanot tênagêhîje bê birîna çi ye. [263 mete_labirent] Pîremêr ji dûr ve: [264 mete_labirent] Ez di bextê te û Xwedê de, xoce! [265 mete_labirent] dibêje û pê dide zanîn ku mar bi destê keçikê girtiye, ev peyva mar mamoste Kevanot diveniciqîne, ditirsîne, şewatekê bi dilê wî dixîne, lê dîsa jî dest û hişê wî lê giran nabe, zûzûka xwe bi keçikê digêhîne, zenda wê digire, dişidîne, bi peyv û hevokên nîvçe deng li pîremêr dike û dibê: [266 mete_labirent] Lez bike, sofî!... lez bike, ji dora pêşa wê paçekî... zû paçekî biçirîne!... [267 mete_labirent] Pîremêr lez dike, kêreke dudevî ji ber pişta xwe derdixe, xwarî fîstanê keçikê dibe, di ber pêşa wê re bi qasî sê tiliyan berwar jêdike, mamoste Kevanot bi qasî bihustekê ji bîrîna devê mar dûr zenda keçikê bi wî paçî hişkfirî dipêçe: [268 mete_labirent] Çi bû... kengî bû?... dibêje, keçikê dide ber hemêza xwe û ber bi [269 mete_labirent] kevnetexsiya xwe dilezîne: Pîremêr dide pey û bi pilelpil dibê: [270 mete_labirent] Ma tu derdê van zarokan nizanî, xoce!... kevir û qul namîne ku destê xwe tê re dikin... qurmiçî!... belqitiya belqitî!... çûye destê xwe di qula dîwêr re kiriye... mar pê vedaye... belqitî, nerind!... [271 mete_labirent] Ji dest û tiliyên keçika belqitî heta girika piyê wê teviziye, êşeke giran bi tevayiyê laşê wê girtiye, gwînê wê zer û çavên wê li xewê ne, weke çêlçûkekê sivik û bêhiş e, mîna ku ji hevîrekî mesîhî hati be çêkirin, li hemberî rewşên weha hertim ruhê mamoste Kevanot tê guvaştin, ku yek jê re çêlî şikencê bike, li kuderê û bi çi awayî dibe bila bibe, ew wê êşa şikencê di xwe de hîs dike, ku tengasiya yekî bibîne, dijwariya wê tengasiyê tavilê li ruhê wî jî peyda dibe. [272 mete_labirent] Anuha jî êşa vê keçika piçûk di xwe de hîs dike û di dilê xwe de: »Xwedê!... ev civakên gundan, çi bi qahr û qotik in!... ev dergûşa heyştsale û mar! [273 mete_labirent] Xwedê dizane bê anuha ev dergûşa reben di çi êş û azarê de ye!...« dibêje, bi wê lezê deriyê kevnetexsiya xwe vedike, pîremêr derbasî hundurê wê dike, keçikê di hemêza wî de bi cî dike, vedigere deriyê hêla [274 mete_labirent] din, motorê li kar dixîne, ji gund, ji dibistanê dûrdikeve û heta ku guregura kevnetexsiyê wenda dibe jî, ew herdu xwendekarên şariza her li pey dinêrin. [275 mete_labirent] Heta danê êvarê jî zarokên gund li hewşa dibistanê dilîzin, dikine qîreqîr û li bendî hatina mamostê xwe î nû ne, nîvro dişikê, tîna royê sivik dibe û hêdî hêdî hênikayî dadigire ser naturê, dema ro xwe digêhîne ber ava, dengê kevnetexsiyê ji jor de tê bihîstin, gelek nabuhure mamoste Kevanot, keçika piçûk û kalê wê li ber dîwarê hewşa dibistanê ne, çend zarokên ku hîn ji bo dersa roja pêşîn li wir mane, mamoste Kevanot wan jî dişîne malan, tev keçika piçûk û kalê wê derbasî lojmana xwe dibe. [276 mete_labirent] Mamoste Kevanot keçikê li aliyekî odê dirêj dike, ciyekî rûniştinê keremî pîremêr dike, derbasî hêla aşxanê dibe û amadekirina çayekê ji kewaniya xwe dixwaze, dû re çend şekirên di nava kaxizên xweşikî de tîne, li ber keçika piçûk rûdine û hêdî hêdî bi wê re dipeyive: [277 mete_labirent] Zenda te dêşe?... dibe ku anuha pir neyêşe, lê wexta ku êşiya tu bibêje, em derman bidine te, a bila ev şekirên xweşik jî ji te re bin. [278 mete_labirent] Keçika reben bi destê xwe î sax şekirên xweşik digire, ber bi hemêza xwe dibe û bi kêfxweşiyeke zarokane di bin çavan re li mamoste Kevanot dinêre, xweş diyar e ku keçik ji vê tevger û dilovaniya wî matmayî ye, merivekî wekî mêvan an jî nenas ew li makînekê siwar kiriye, hajotiye, dûr biriye avahiyeke nenas, ew hemêz kiriye, anuha li mala xwe daye dirêjkirin û tew şekirên xweşik jî dane wê, keçik di ramanên xwe yên piçûk de van hemû tiştên ha dipîve û hay ji êşa zenda xwe jî tuneye. [279 mete_labirent] Ev tiştên ku keçika piçûk di ramanên xwe de dipîve, di serê kalê wê de jî dilivin, Xwedê dizane ew jî dide ber hev û dide ser hev, lê tiştekî ji hev dernaxîne, gerçî do dema li ber dîwarê hewşa dibistanê li halê wî pirsî bû, pê re keti bû galegalê, ew wê çaxê têgêhîşti bû ku ev mamostê ha nefspiçûkekî maqûl e, lê dîsa jî hişê wî nagire ku karmendekî mîna mamoste, çawa bi gundiyekî wekî wî re dikeve têkiliyeke wusa germ, bêguman ji ber vê yekê ye ku dema mamoste Kevanot berê xwe dide wî û jê re: [280 mete_labirent] Baş bû ku di dest de serom gîhandin keçika reben, an ne... ew ê gelek nebaş bibûya, dibêje, mîna ku hişê wî li dereke din be pîremêr bersivekê li wî venagerîne û ev, ev yeka jî xweş dide xuyakirin ku ev cara pêşîn e pîremêr rastî karmendekî wusa dilovan tê, ne tenê keçika piçûk û kalê xwe, herweha gundiyên vî gundî jî, lewra piştî vexwarina çayê û kurtepeyivîneke li ser dermanên keçika piçûk, pîremêr ji mala mamoste Kevanot derdikeve û tev keçika piçûk berê xwe dide malê, hîna di riya [281 mete_labirent] malê de gundî pêşiyê lê digirin û dipirsin, tiştê ku dipirsin, ne rewşa keçika piçûk e: [282 mete_labirent] Me bihîst ku mamostê nû hûn li makîna xwe siwar kirine... hûn birine bajêr... çi mamosteyekî nefspiçûk e! [283 mete_labirent] Dilovanekî paqij e... dibêjin, her cara ku jin an jî mêrekî gundî di kuçê de rastî pîremêr tê û bi vî awayî çêlî mamoste Kevanot dikin, li gor xwiyê gundiyekî pîr ew jî du ewqasî din lê zêde dike û pê pesinê mervatiya mamoste Kevanot dide, bi vê pesindayînê re pîremêr xwe jî serbilind dibîne ku bi karmendekî re ewqas nêzik ketiye danûsitendinê, çûye mala wî û li wir çayek jî vexwariye. [284 mete_labirent] Wê şevê di her kuçe û her maleke gund de bêguman ev dilovanî û başbûna mamoste Kevanot bi lêv dibe, tew hinek firqûz û çavnebar bawer jî nakin, di nav xwe de an jî di dilên xwe de dibêjin: [285 mete_labirent] Dibe ku mamostê nû soza kavirekî ji sofî Sêvdîn î pîremêr girti be, an jî sofî nangermî kiri be ku bi wî re pêwendiyên xwe xweş bike! [286 mete_labirent] Dotira rojê hemû zarok hatine û li gor saloxdana deftera dersxanê mamoste Kevanot ew bi cî kirine, tevayiyê dibistanê ji çaviyeke mezin pêk hatiye, ji dersxana yekê heta ya pêncan hemû zarok di vê çaviyê de ne, lê masên zarokên her dersxaneyekê cuda cuda ne, bi gotineke din her maseyek dersaxaneyek e, dersxanên bê derî û bê pencere, ev jî ji bo mamoste Kevanot tiştekî rihet dixuye ku ji çaviyekê nebeze çaviyeke din. [287 mete_labirent] Diyar e ku hemû zarok jî di van du rojên dawîn de başî û dilovaniya mamoste Kevanot bihîstine, bi mereqdarî û bi çavên ku dilovaniyekê bipên li mamostê xwe dinêrin, beriya ku mamostê wan li ber masa xwe rûne li ser textê reş navekî dinivisîne, vedigere ser wan: [288 mete_labirent] Navê min, Kevanot e, dibêje û diçe li ber masa xwe rûdine, hinekî li deftera dersxanê dinêre û dû re yek bi yek dest bi xwendina navên xwendekaran dike: [289 mete_labirent] Gurgîn. [290 mete_labirent] Dengê zarokekî ji quncikekî dawîn berz dibe: [291 mete_labirent] Belê! [292 mete_labirent] Koko. [293 mete_labirent] Belê! [294 mete_labirent] Bodê Ji xwendekaran yek: [295 mete_labirent] Ne hatiye, dibêje. [296 mete_labirent] Bengîn. [297 mete_labirent] Belê! [298 mete_labirent] Demo. [299 mete_labirent] Belê! [300 mete_labirent] Beşîr. [301 mete_labirent] Belê! [302 mete_labirent] Zînê. [303 mete_labirent] Belê! [304 mete_labirent] Zoro. [305 mete_labirent] Belê! [306 mete_labirent] Xerzî. [307 mete_labirent] Belê! [308 mete_labirent] Mîto. [309 mete_labirent] Belê! [310 mete_labirent] Dilşa. [311 mete_labirent] Ji nava zarokan dengekî derengketî bi mamostê xwe dide zanîn ku mar pêvedaye û loma ne hatiye, li vir mamostê wan keserekê vedide, hinekî disekine, bêyî ku tiştekî bibêje xwendina navan didomîne: [312 mete_labirent] Rewşen. [313 mete_labirent] Belê! [314 mete_labirent] Mem. [315 mete_labirent] Belê! [316 mete_labirent] Aram. [317 mete_labirent] Belê! [318 mete_labirent] ........... Piştî xwendina hemû navan mamoste Kevanot radibe ser xwe, du sê caran di dersxanê de, di nava masan de diçe û tê, bi çavekî lêkolînerane hemû zarokan dadiwerivîne û xwe bi xwe: »Zarokên jîr in. [319 mete_labirent] Di peyivîna xwe de ne kûvî ne. [320 mete_labirent] Weke zarokên civakên şareza bê tirs û bê şerm dipeyivin.« dibêje û bi vê gumana xwe re bi dengekî nizim didomîne: [321 mete_labirent] Zarokno, beriya ku em dest bi dersên xwe yên îsalîn bikin, dixwazim ji we re çêlî tiştekî bikim. [322 mete_labirent] Bila dersa me ya pêşîn jî ev tişta be... tiştê ku di pirtûkên we de tune. [323 mete_labirent] Ango di pirtûkan de bi şêweyê ku hûn têbigêhîjin tuneye, şirove nake û nabêje... nabêje ku meriv destên xwe di qulikên sînokan re nakin. [324 mete_labirent] Ez ê werim ser Dilşayê. [325 mete_labirent] Ez bawer im hûn hemû jî pê hesiyane. [326 mete_labirent] Do destê xwe di qulika dîwarekî re kiriye, dû re jî... dû re jî mar pêvedaye. [327 mete_labirent] Ez nizanim bê çima meriv destên xwe di qulikên dîwaran re dikin!... [328 mete_labirent] Ji rêza dawîn dengek berz dibe û dibê: [329 mete_labirent] Ez dizanim, mamoste. [330 mete_labirent] Mamoste Kevanot li xwediyê deng dizivire û dibê: [331 mete_labirent] Tu çi dizanî, Koko? [332 mete_labirent] Mîna ku Koko ji gotina xwe poşmam bibe, hinekî diveniciqe lê dîsa jî ji ciyê xwe radibe û dibêje: [333 mete_labirent] Ez dizanim bê çima destên xwe di qulikan re dikin. [334 mete_labirent] Mamoste Kevanot bi dengekî wusa çima dibêje ku Koko biwêre mereqdariyên zaroktiya gundan ji wî re bi lêv bike, li ser vê yekê Koko pê dide zanîn ku: ew destên xwe ji bo girtina çêlikên çûçikan di qulên dar û dîwaran re dikin, hêkên wan derdixin û pê dilîzin, tew carina ji bo kêfxweşiyê hêlînên çûçikan ji hev dixînin, ne tenê çûçik, herweha ew bi şev jî dadikevine newalan, bi beqan digirin, lingên wan bi hev ve girêdidin û li ser sêrî darde dikin, bi ro li nav erdan kûsiyan berhev dikin, bi kevirên mezin lê dixin, dikujin, perçe dikin, bêrika wan jê derdixin û ji diya xwe re dibin. [335 mete_labirent] Dema ku Koko van nexşên zaroktiya gund bi lêv dike, pirça laşê mamoste Kevanot lê pij dibe û devê wî ji hev dimîne, lê di vê gotara Koko de tiştek bala wî dikişîne, di hişê wî de diçe û tê, loma li Koko vedigere û bi awayê naşiyekî ku bixwaze guhdariya tiştên seyr bike, dibêje: [336 mete_labirent] Bêrika kûsî?... çima zarok bêrika kûsî ji diya xwe re dibin?... ew çi ye? [337 mete_labirent] Koko î ku xwendekarê dersxana pêncan, mezintirê hemû xwendekarê dibistanê, caris û nerindê gund e; anuha mîna şêwirmendekî piçûk û zana di dersxanê de ji mamostê xwe yê mereqdar re van tiştên seyr kat dike: [338 mete_labirent] Bêrika kûsî... dibêje, çavên xwe li ser zarokên dora xwe digerîne, li ser girika piyê yekî tiştekî mîna gulikekê dibîne, ji ciyê xwe diçe wir, bi tiliya xwe tiştekî pêşan dide û didomîne: A bêrika kûsî ev e. [339 mete_labirent] Mamoste Kevanot bi wê mereqdariya xwe ber bi wî zarokî diçe û dibîne ku ji risasê perçekî piçûk, kespikek, du pelikên zêrîn, moriyeke hespan, ji paçikekî kesk nivişteke piçûk, darikekî duneçel û perçek hestiyê sêgoşe; hemû bi hevdu ve hatine girêdan û weke gulikekê li ser girika piyê zarok hatiye fîrketkirin, lê tiştê ku Koko dixwaze di nav wan hemû tiştan de mamostê xwe lê serwext bike, ew perçê hestiyê sêgoşe ye. [340 mete_labirent] Serwextiya mamoste Kevanot çêdibe, têdigêhîje ku ev hestiyê piçûk î sêgoşe hestiyekî kûsî ye û bêrika ku tê gotinê jî ev e, tiliya xwe pê dike û pirseke din ji Koko dike: [341 mete_labirent] Baş e, çima vê bêrikê bi zarokan ve dikin? [342 mete_labirent] Koko bi pişirîn li Bengînê xwediyê gulikê dinêre û dibê: [343 mete_labirent] Ji bo ku meriv çavînokî nebin. [344 mete_labirent] Li hemberî van tiştên seyr û van gotinên Koko î xwendekarê xwe matmayîneke rastkîno li mamoste Kevanot diyar dibe, lê ji aliyekî ve jî mîna ku ew ê hîn gelek tiştên çê û xirab hîn bibe, mereqdarî lê zêdetir dibe, tiliya xwe dide ser gulika wan tiştan, wî hestiyê piçûk î sêgoşe pêşan dide û dibê: [345 mete_labirent] Baş e... ev bêrika ji bo çavînokiyê ye, lê ev darê duneçel çi ye? [346 mete_labirent] Koko dîsa li Bengîn dinêre, bi pişirîn milê xwe hildikute û dibêje: [347 mete_labirent] Dara tawiyê ye... nizanim... diya wî pir jê hez dike, loma. [348 mete_labirent] Mamoste Kevanot çîroka niviştan dizane, dizane ku gelek kesên oldar baweriya xwe bi niviştan tînin, hemêliyan bi pî û hustuyê xwe de dikin, ji bo şoretê zêr, pelik û moriyan jî bi wan ve dikin, lê darikên bi neçel û hestiyên kûsiyan ji bo wî tiştekî nû ye, tiştekî seyr e, ji bo hestiyên wan î piçûk kuştina kûsiyan ne tiştekî ber bi aqilan e, pêşiyê naxwaze bawer bike ku Koko van tiştan rast dibêje, lê dema ku ew bi çavên xwe jî wî perçê hestî bi girika piyê Bengîn ve dibîne, serê wî zelal dibe, serwext dibe ku ev tiştê ha bi destê mezinên malê jî dibe, di dilê xwe de: »Baştir e ku ez vê pirsgirêkê bi dê û bavên zarokan re bipeyivim.« dibêje, Koko î xwendekarê xwe dide rûnişkandinê, dîsa dixwaze vegere ser zarokan û li ciyê mayî bidomîne: [349 mete_labirent] Lê dîsa jî... divê hûn bizani bin ku her heywanek, nola merivan giyanekî xwe heye. [350 mete_labirent] Dema ku kevirek an jî darek li serê wan, li boça wan dikeve, ew dêşin. [351 mete_labirent] Herçiqas em pirî caran vê êş û azara wan hîs nakin û em giriyê wan nabihîsin, lê ew digirîn. [352 mete_labirent] Digirîn û hewar jî dikin... ditirsin, li sitarekê digerin û alîkariyê dixwazin. [353 mete_labirent] Êş û azar... ka bila yek rabe ji me re çêlî êş û azareke xwe bike. [354 mete_labirent] Ma kesek ji we ne ketiye carekê... piyê wî ne êşiyaye?... [355 mete_labirent] Dîsa dengê Koko bilind dibe, bi dengê xwe re dîsa ji ciyê xwe radibe û bi mamostê xwe dide zanîn ku nemaze di lîstika berberano de serê merivan pir dêşe û gelek caran ew bi xwe jî rastî êşên weha kambax hatiye, li ser pirseke mamostê xwe Koko jê re kat dike ku: di wê lîstikê de du zarok dibin beranê du kesan, xwediyên wan beranan bi hustuyê beranên xwe digirin, bi pesin û qêrîn wan li hev sor dikin û dû re jî berdidine hev, zarokên ku di vê lîstikê de bûne beran ji dest xwediyên xwe têne berdan û bi seriyan li hev dikevin, dema serê herdu beranan jî li hev dikevin wê çaxê êşeke kambax xwe li serê wan beranan dide der û laşê wan ditevize. [356 mete_labirent] Li ser vê yekê çav li serê mamoste Kevanot tarî dibin, pir namîne ku di ser Koko î xwendekarê xwe de biqîre û bi hêrs tiştekî bibêje, lê tavilê li xwe divarqile û dîsa bi awakî nerm pirsekê dike: [357 mete_labirent] Baş e, di van lîstikên weha de xwediyên wan beranan kî ne?... kî dib [358 mete_labirent] in xwediyên beranan? [359 mete_labirent] Bi tevgereke bêguneh Koko destên xwe di kêleka xwe de vedigire û: [360 mete_labirent] Nizanim, dibêje, kî bixwaze dikane bibe... serqisê, yê min pirî caran bavê min e. [361 mete_labirent] Heta hefteyekî jî mamoste Kevanot li ser vê rewşa zarokan dikeve ramanan, li rê û metodên gotinan digere, gotinên ku bikani be şêniyên vî gundê ha serwextî perwerdekirina zarokan bike, dide ber hev dide ser hev û di dawiya dawîn de biryara xwe dide ku: biçe bi pîvana van gundiyan pêşiyê bi wan re têkeve galegalên mijarên sivik, li ser karûbarên rojane bipeyive, çêlî nexş û nexweşiyên jiyana gundîtiyê bike û hêdî hêdî berê mijara axaftinê vegerîne ser perwerdekirina zarokan û wusa jî dike. [362 mete_labirent] Di van rojên xwe yên pêşîn de mamoste Kevanot êvarekê piştî şîvê berê xwe dide oda gund, di devê deriyê hewşa oda gund de xweşdengekî bilûrê ji hêla odê olan dide, ji bo hênikayiya payîza pêşîn deriyê oda gund heta dawiyê vekirî ye, mîna ku ji ber dengê bilûrê debar neke, tev dûmana titûnê ronahiyeke nîvmirî ji hêla hundur dirêjî derve dibe, di devê deriyê odê de dûmaneke tîr û tûj li ruyê wî dikeve, nola ku gava xwe bavêje hundurê xwelîdaneke mezin û sergirtî, bêhna titûna şewitî û cixarên vemirî li pozê wî datê, di van heft rojên xwe de ev cara pêşîn e ku mamoste Kevanot tê vê odê. [363 mete_labirent] Li ber derî li quncikê hêla çepê li ber sekûka çaydan û piyalan xortekî jihevketî sekiniye, gelek seriyên gundî li ber dîwarên hêla hundur li ser kulavên nexşandî weke libên tizbiyê li ber hev in, li dawiya rêza hêla rastê û nêzîkî ciyê solan merivekî jar î navsere xwe di ser bilûreke darîn de tewandiye, ba û kesera hundurê xwe valayî wê dike, mîna ku pêwîstiya wî ji hêwayên Xwedê, ji hêwayên der tune be, dev û lêvên xwe ji devê bilûrê dûrnaxe, bêhna xwe nagire, bi gotina guhdaran bêhna xwe dixwe, li ser sekûka hêla jorîn li ser kulavekî mor î nexşîn tev wî gopalê xwe î pîrozwer Sêvdînê Selîm bi ber çavên mamoste Kevanot dikeve. [364 mete_labirent] Bi silava mamoste Kevanot re dengê bilûrê tê birîn, hemû gundî ji ber dîwarê hêla hundur radibin ser lingan û ji bo ku destê wî bişidînin dikevine rêzê, mamoste Kevanot ji hêla çepê dest pê dike, di nava van dest û ruyan de hinekên nû jî bi ber çavên wî dikevin, dema ku ji rêza piyê rastê ji jora odê de ber bi jêr heta ber ciyê solan tê, li wir dibîne ku destê bilûrvan dirêjî wî nabe, wê çaxê hay jê dibe ku bilûrvan ji herdu çavan kwîr e, li vir bi dilekî tenik ji xwe dişikê û li ber vê rewşa bilûrvan dikeve, [365 mete_labirent] zûzûka xwe berhev dike: [366 mete_labirent] Bi rastî jî tu bilûrvanekî hêja î, dibêje, destê wî digire û dişidîne. [367 mete_labirent] Piştî silav, peyvên xêr û xweşiyê mamoste Kevanot jî li gor berbora gundîtiyê li ser sekûka hêla jorîn li ser kulavê mor î nexşîn li kêleka Selîmê Sêvdîn bi cî dibe, wî hay jê heye ku çend cot çavên mereqdar hertim li wî ne, bêdengiyeke kurt digire ser oda gund, ji bo kûvîtiya gundiyekî tiştên herî dijwar ev rewşên weha ne, peyivîna bi karmendekî re ji bo wan ji barek êzing girantir û ji zikêşekê dijwartir e, gerçî dizanin û bihîstine ku mamosteyekî dilpak, dilovan, nefspiçûk e û bi zimanê wan jî dipeyive, lê bi kîjan zimanî dipeyive bila bipeyive, di çav gundiyan de zimanê karmendan, mijar û henekên wan cuda ne, pirsekê an jî daxwaza tiştekî bikin dîsa dibe ku gundiyek rabe û çê xirab bi kurtî bersivekê bide, an jî ku li derve li kuçe û bexçeyekî be dîsa dibe ku meriv çêlî tiştekî bike, lê di hundurê odeyeke weha teng de weke mêvanekî xwe meriv ê bi karmendekî wekî mamoste re çi bipeyive! [368 mete_labirent] Xort û navsereyên gundî dipên ku hinek dest bi axaftinê bikin, Sêvdînê Selîm î salmezinê gund bi tevger û berbora gundiyan dizane, dizane ku di rewşên weha de destpêka axaftinê vatiniya wî ye, di van çend rojan de pêwendiya herî baş jî wî bi mamoste Kevanot re daniye, loma li ser piyê xwe vedigere ser wî û: [369 mete_labirent] Em çi bikin, xoce, dibêje. [370 mete_labirent] Em jî piştî karûbar û şîva êvarê tên û ji xwe re guhdariya bilûra Şefo dikin. [371 mete_labirent] Dengê bilûrê xweş e... û ev ji kengê ve ye ku dengê bilûrê ne ketiye guhê min. [372 mete_labirent] Piştî van gotinan mîna ku Şefoyê kwîr ê bibîne, Sêvdînê Selîm destê xwe jî ber bi wî bilind dike û dibê: [373 mete_labirent] Rihme li bavê te, Şefo, de ka tu dîsa dest bavêje darê bilûrê û ji me re bêhneke din jî tilî bike. [374 mete_labirent] Anuha mêvanekî Xwedê, mêvanekî me jî heye. [375 mete_labirent] Şefoyê kwîr destê xwe li bilûra kêleka xwe dipelîne, bi giramgîriya merivekî dunyayeke tarî: [376 mete_labirent] Mêvanê me li ser ser û herdu çavên me, dibêje, xwe di ser bilûra xwe de xwar dike, tiliyên wî li ser qulên bilûrê dipirpite û devê bilûrê li ber lêvên wî diricife, melodiya ku ji vî darê ha derdikve weke guvîna bayekî dilore, dinale, dikûre û dûrûdirêj dibe, dengbêj, çîrokbêj an jî hunermendên weha dema ku dibînin guhdarên wan hene, wê çaxê pêjneke wusa li wan radibe ku çi ji destên wan were di wê gavê de ew ê raxin ber çavên guhdaran. [377 mete_labirent] Anuha Şefoyê kwîr guhdarên xwe nabîne, lê ew dizane ku li dora wî guhdar hene, gerçî Şefoyê kwîr dema bilûrê dirêjî lêvên xwe dike, tenê heta du sê hilmên pêşîn guhdarên dorê di bîra wî de ne û carina dengê saetxweşê dibihîse, lê jê û pê ve êdî ew bi tena serê xwe dimîne, di demên weha de di taristana xwe de dikele, bi dil dişewite, giriyê xwe valayî bilûrê dike û bêyî daxwaza xwe av bi çavên wî dikeve, anuha mamoste Kevanot jî xwe wenda kiriye, tevayiyê bala xwe daye ser nalîna bilûrê û vê bergeha Şefoyê kwîr, heta nuha jî wusa ji nêzîk ve guhdariya xweşdengekî wusa ne kiriye, rebeniya bextê Şefo û ev dengê ha çiqas jî li hev tê! [378 mete_labirent] Ji dilê xwe heta gewriyê êşeke tenik digire ser mamoste Kevanot û li hestiyê pozê wî dide der, bi baldarî, bi mereqdarî û bi dilekî şewitî guhdar dike, pêlên dengê bilûrê di bêdengiya odê de xwe li hev badidide, serê hinek guhdaran di ber de û xemgîn xemgîn diponijin, hinek jî çavên xwe ji pêlên dengê bilûrê nakutin, hêdî hêdî lêv li Şefoyê kwîr ditevize, tiliyên wî diqurimin, melodiya hilma xwe ya dawîn giran û sivik dike, devê bilûrê ji lêvên xwe dûrdixe, dîsa datîne ber çoga xwe û mîna ku anuha civata dora xwe bibîne, berê xwe li hawurdora xwe dizivirîne û dibê: [379 mete_labirent] A dunya min jî ewqas e, gelî guhdaran!... Sêvdînê Selîm bi rewşeke serbilind dibêje: [380 mete_labirent] Xwedê dunyayê li te ronî û feretir bike, Şefo! [381 mete_labirent] Mamoste Kevanot bi heyranî, bi xemgînî dibêje: [382 mete_labirent] Hezar carî mala te ava, Xalê Şefo! [383 mete_labirent] Ü dû re pinepin bi civata dorê jî dikeve: [384 mete_labirent] Tiliyên te sax be! [385 mete_labirent] Destên te kesk be! [386 mete_labirent] Saeta te xweş! [387 mete_labirent] Sêvdînê Selîm dengekî li xortê jihevketî dike ku çayekê belav bike, dû re vedigere ser mêvanê kêleka xwe û bi dengekî nizim pê re dikeve galegalê: [388 mete_labirent] Şefo, merivekî reben e, xoce. [389 mete_labirent] Zaroktiya wî tê bîra min. [390 mete_labirent] Tê bîra min di zaroktiyê de nexweşiyek lê çêbû, dê û bavê wî bêçare bûn, rêyeke ronî ne dîtin û ew jî anuha... rebeno ji herdu çavan... Xwedê dilê wî fere bike, Xwedê debarê bideyê! [391 mete_labirent] A ev xortê ha jî kurê wî ye. [392 mete_labirent] Ew xortê ha berkêşoka çayê ber bi mamoste Kevanot û Sêvdînê Selîm tîne, her yekî piyalek çay datîne ber wan û dû re li civata dorê belav dike, di vê nabverê de du kes dikevine hundur, ji wan du kesan yek Gelto î muxtarê gund e û mamoste Kevanot wî nas dike, lê yê din bi kinc û tev girêdaneke bajarî ye, piştî ku solên xwe li ber derî ji lingên xwe dikin, muxtar tê destê mamoste Kevanot dişidîne û çavên xwe li jêra odê li ciyê solan digerîne ku biçe li wir rûne, li wir rûne û navberekê têxe navîna xwe û mamoste Kevanot ku bi wî re nekeve galegalên nêzîk, herçiqas xortên mayî xwe dikêşên ber hev û cî jê re çêdikin, lê muxtar weke xwe dike û diçe li jêr li kêleka Şefo î bilûrvan rûdine. [393 mete_labirent] Lê ew î ku bi tevgirêdaneke bajarî ye, diçe destê mamoste Kevanot dileqîne, xêrhatinê lê dike û dîsa bi tevgereke bajariyane xwe pê dide naskirinê û dibê: [394 mete_labirent] Ez, Gebran... Gebranê Baço me, xoce. [395 mete_labirent] Mamoste Kevanot bi awakî giramgîrane li kêleka xwe cî dide wî û dibêje: [396 mete_labirent] Li ser çavan! [397 mete_labirent] Fermo, kerem bike û rûne. [398 mete_labirent] Gebranê Baço rûdine, çavên gundiyan zîq dimîne, tirs û şermeke bêmane li ser ruyê wan î kûvî diyar dibe, ditirsin û şerm dikin ku Gebranê Baço tewşomewşo bipeyive û ew jî li hemberî mêvanê xwe î karmend şermesar derkevin, lê piştî çend gotinên Gebranê Baço, dibînin ku mêvanê wan î karmend çiqasî li hemberî wî giramgîr e, ew tirsa ku li gundiyan rabûye tavilê belav dibe, xwîna wan li Gebranê Baço dikele û hinek ji wan li ber xwe jî dikevin, li ber xwe dikevin ku heta nuha wan rûmeteke weha ne dane Gebranê Baço, anuha jî bi çavên xwe dibînin ku karmendekî wekî mamoste Kevanot qedirê wî digire û tew li kêleka xwe jî cî dideyê. [399 mete_labirent] Piştî ku dibînin mêvanê wan û Gebranê Baço ketine galegalê û bala wan li ser hev in, gundî êdî bê tirs û bê şerm di ciyê xwe de li wan dinêrin, guhdariya wan dikin, dibînin ku Gebranê Baço bi awakî giramgîr û dengekî bajariyane bi mêvanê wan î karmend dide zanîn ku ew jî ji vî gundî ye, fakulta edebî xwendiye, lê beriya ku biqedîne ji ber sedemên bêyom ji dibistanê veqetiyaye û mêvanên wan jî li vî xwendekar î gundiyê wan vedigerîne û dibêje: [400 mete_labirent] Ya rastî, ez gelekî kêfxweş bûm, birakê Gebran! [401 mete_labirent] Kêfxweşiya mamoste Kevanot ji ruyê wî diyar dibe, diyar dibe ku ew dixwaze gelek tiştan jê bipirse, bi wî re têkeve galegalên dûrûdirêj, pê bizani be û bide zanîn, di vê gavê de serbilindiyek li ruyên gelek gundiyan jî diyar dibe, xwe diwerimînin ku yekî wekî Gebranê Baço ji gundê wan jî derketiye, herçiqas ev merivê ku anuha mamoste Kevanot qedirê wî digire û kêfxweşiya xwe pê dide zanînê, di çavên gundiyan de rûmeteke xwe ya taybetî tune bû, lê dîsa jî di demên weha de dibin xwediyê rûmetên bilind. [402 mete_labirent] Gebranê Baço berpirsiyariyek girtiye ser xwe ku mamoste Kevanot bi tenê û bê galegal nehêle, an jî di çavên gundiyan de wusa ye, mîna berê êdî gundî jî di ber wî de şerm nakin, serwext dibin ku di gund de yekî ji heq danûsitandinên wusa fermî derkeve, ew jî Gebranê Baço ye, weke ku hevalbendekî wî yê kevin be, Gebranê Baço vedigere ser mamoste Kevanot û dibê: [403 mete_labirent] Hêvîdar im, we ji av û hewa gundê me hez kir, xoce? [404 mete_labirent] ku ez rastiya dilê xwe î van çend rojên kurt bibêjim, ez ji we, ji vî gundê we gelekî û gelekî xweş û kêfxweş im. [405 mete_labirent] Ez xwe bextiyar dibînim ku mamostetiya gundekî weha bûye para min... [406 mete_labirent] Bi bihîstina vê kêfxweşiya mamoste Kevanot re serê gundiyan bilintir dibe, çavên xwe ber bi wî vedikin, lêvên hinekan bi pişirîn di ser hev de dilerizin, Sêvdînê Selîm bi pirsekê beşdarî axaftinê dibe û dibê: [407 mete_labirent] Navîna te û zarokan çawa ye, xoce?... nerihetiyan dikin an ne? [408 mete_labirent] Ji bo mamoste Kevanot, pirsa herî girîng ev e û bersiva ku ew ê li vir bide jî bi ewqasî girîng e, ev bi qasî hefteyekî ye ku li ser pirs û bersiveke weha ketiye ramanan, xwestiye mijareke weha veke û bi gundiyan re bipeyive, lê heta ku xwe serastî vê mijarê dike, gotin di gewriya wî de giran dibin û wextê digirin, nizane ku ew ê ji kuderê û çawa dest bi gotinên daxwaza dilê xwe bike, di dawiya dawîn de gotinên xwe berhev dike û weha dibê: [409 mete_labirent] Na, nerihetiyên ku zarok dikin, tuneye. [410 mete_labirent] Lê... di van çend rojên pêşîn de hinek tişt, hinek pirs... hinek girêk di serê min de çêbûne ku divê em bi hev re vekin, veçinin, bibersivînin, nû bikin û divê em bi hev re ava bikin. [411 mete_labirent] Li ser bingehê ramaneke weha divê em bipejirînin ku êş û kêfxweşiya min, êş û kêfxweşiya we ye. [412 mete_labirent] Herweha êş û kêfxweşiya we jî ya min e. [413 mete_labirent] Ez kurt û vekirîtir bibêjim. [414 mete_labirent] Di van çend rojan de nerihetiya çend salan bi min girt. [415 mete_labirent] Hîn di van çend rojên min î pêşîn de mar bi dergûşekê veda û bi sitara Xwedê ji mirinê filitî. [416 mete_labirent] Çend roj berê jî min di dersxanê de hinek tiştên wusa seyr ji devên zarokan bihîstin ku dûrî aqilan e! [417 mete_labirent] Ez tênagêhîjim... hûn jî dizanin ku zarok neynikên civakê ne, ji civakê, ji dora xwe ew çi bibînin, bibîhisin û fêr bibin, ew bi wan mezin dibin. [418 mete_labirent] Îcar weke mezinên wan, divê em bi şîret biçine ser wan û tiştên baş fêrî wan bikin. [419 mete_labirent] Divê em bi wan bidine zanîn ku meriv destê xwe di qulên dar û dîwaran re nakin, kûsiyan nakujin û bi şev di newalan de nêçira beqan nakin... Belê, ev çend roj in ku ez van tiştan dibînim û dibihîsim. [420 mete_labirent] Min xwest ku ez ji we mezinên zarokan jî bibîhisim ka hûn bi van aliyên zarokên xwe dizanin an ne, ka hûn çi difikirin û bi hev re em dikanin ji bo wan çi bikin. [421 mete_labirent] Bi van gotinên xwe yên dawîn re bi awakî wusa li gundiyan dinêre û dipê ku ew ê li ser zarok û van tevgerên wan gelek dîtinên cuda cuda bi lêv bibin, di hişê xwe de li bersiv û metodên herî baş digere ku vê pirsê bi hev re û bi riyên baqilane çareser bikin, lê tavilê diyar dibe ku gundî bi xwe tênagêhîjin, tênagêhîjin ku karmendekî nola mamoste çawa serê xwe di ber kuştina beq û kûsiyan de dêşîne, ji vê rewşê nerihet dibe û tew hatiye li ser vê yekê bi wan re dipeyive jî. [422 mete_labirent] Heta nuha jî kîjan karmend hatiye vî gundî ferman daye, xwestiye, girtiye û ewqas!... lê ev mamostê ha çêlî tiştekî din dike, hatiye çêlî rewşa zarokan, çêlî kuştina beq û kûsiyan dike, qulên dar û dîwaran bi lêv dike, li vir hinek gundî ji karmendiya mamoste jî dikevine gumanê, lê ji ber rengdêra muxtariyê be jî, muxtarê gund radibe bi mamoste Kevanot dide zanîn ku ew baştir dizane, ew çi çawa dixwaze bila wekî wî be, bi vê danezana muxtêr re dîsa tiştekî mîna jîrî û şerefmendiyê xwe li ruyê hinek gundiyan dide der, pê serbilind dibin ku biqewume ew jî dikanin têkevine galegalên fermî. [423 mete_labirent] Mamoste Kevanot bi awakî nermtir û hîn vekirîtir bi gundiyan dide zanîn û dibê: [424 mete_labirent] Ev rewşên zarokan bi min tenê çareser nabin. [425 mete_labirent] Divê hûn jî xwe serwextî vê yekê bikin û em bikani bin bi hev re çareser bikin... an ne... safî nabe. [426 mete_labirent] Ü ev tiştên ha di jiyana zarokekî de gelekî girîng in. [427 mete_labirent] Gelek gundî li vir nû bi bavtiya xwe dihesin ku li ser mezinbûna zarokan fonksiyoneke wan jî heye, lê nizanin fonksiyoneke çawa, mîna ku mamoste Kevanot yekî ji wan, yekî ji malê be, Sêvdînê Selîm li kêleka xwe vedigere ser û dibê: [428 mete_labirent] De tu çi dibêjî bila wusa bikin, xoce, ma ew ê ji te çêtir bizani bin! [429 mete_labirent] Bi qasî sê saet û nîvan li ser vê rewşa zarokan, mamoste Kevanot pêşniyarên xwe dibêje, metodên pedagogan bi lêv dike û dixwaze bi gundiyan re dûrûdirêj bipeyive, gundiyên ku vê axaftina wî tênagêhîjin, dengê xwe nakin, yên ku hinekî têgêhîştine ka mamoste Kevanot li pey çi ye, ew jî hertim: [430 mete_labirent] Te çawa divê em wusa bikin, xoce... ma em ê ji te baştir bizani bin, dibêjin û ji vê hevokê zêdetir jî tiştekî din bi lêv nakin. [431 mete_labirent] Mîna ku bi ehmeqekî bikene kenekî bêwext bi Gebranê Baço digire û di ber xwe de dibê: [432 mete_labirent] Gundiyên me tiştekî nizanin... nizanin bê kûsî jî nayêne kuştin. [433 mete_labirent] Tev Sêvdînê Selîm û mamoste Kevanot hinek kesên din jî bi van gotinên Gebranê Baço dikenin, lê mîna ku di berê de naxoşiyek di navîna wî û Gebranê Baço de hebe, feqî Dimso hinekî bi hêrs destê xwe ber bi wî dirêj dike û dibê: [434 mete_labirent] Tu bi zimanekî wusa sergirtî dipeyivî ku ji te wetrê kes tênagêhîje, Gebran. [435 mete_labirent] Xwedê jî dizane û herkes jî têderdixe ku tu tinazê xwe bi me, bi van gundiyan dikî. [436 mete_labirent] Ma ne rast e ku em bibêjin, em nizanin?... Lê em tiştekî dizanin, Gebran. [437 mete_labirent] Em dizanin ku herkesî û te bi xwe jî di zaroktiya xwe de kûsî kuştine, te beq girtine û te çavên wan jî derxistine. [438 mete_labirent] Zarok in... ku kûsiyan jî nekujin, çi bikin... ma hevdu bikujin? [439 mete_labirent] Ma pêwîst e ku zarok tiştekî bikujin? [440 mete_labirent] Na, Gebran, na... ez nabêjim ku pêwîst e. [441 mete_labirent] Lê di vî gundî de zaroktiya herkesî wusa bûye û bi vî awayî derbas bûye... em çi bikin! [442 mete_labirent] Ma em rabin çoyê xwe bigirin û derkevin pêşiya zarokan!... [443 mete_labirent] Ev tişta bi ço safî nabe. [444 mete_labirent] Tiştê çi safî nabe, Gebran? [445 mete_labirent] Ma em ê çawa ji zarokan re bibêjin, wusa nekin!... zarok in... ew ê kûsiyan bikujin, ew ê li pey majîrokan jî bibezin û gumgumokan jî bikujin... bila wekîdin tiştên xirab nekin, bila bikujin!... [446 mete_labirent] Ma tiştên wekîdin xirab çi ne? [447 mete_labirent] Çi ne?... biçe û sînoka oda me ya mezin bibîne bê çikirine. [448 mete_labirent] Ji bo ku çêlên çûçikan bigirin hemû ji hev xistine, zarokên nerind!... jê yek jî Aramê me bû. [449 mete_labirent] Bi Xwedê lêxistina ku min li wî kir, meriv li kerekî jî nake... [450 mete_labirent] Ev tişta bi lêxistinê jî safî nabe. [451 mete_labirent] Baş e, lê ew ê bi çi safî bibe? [452 mete_labirent] De ka tu zanayê me... û tu bibêje, Gebran, em çibikin? [453 mete_labirent] Ez ne zanayê kesekî me. [454 mete_labirent] Hûn bi xwe bifikirin ka bê hûn ê bikani bin çi bikin. [455 mete_labirent] Sêvdînê Selîm bi awakî bêhêvî destê xwe ber bi mamoste Kevanot vedigire û dibê: [456 mete_labirent] Xwedê wan bihêle! [457 mete_labirent] Zarokên anuha nerind û serhişk in. [458 mete_labirent] Dîsa bi xêra Xwedê, bi xêra xoce parîkî baş bibin. [459 mete_labirent] Ev kurtepeyivîna li ser zarokan tirsekê li mamoste Kevanot çêdike, tirsekê lê çêdike ku gundî hay ji van tevgerên zarokên xwe hene lê dîsa jî ji bo wan ne xem e, ji gotinên gundiyan têderdixe ku ev problema ha ê li ser milê wî tenê bimîne, cara duduyan bi gundiyan dide zanîn ku ev pirsa ha bi wî tenê çareser nabe, divê dê û bav jî ji zarokên xwe re bibêjin, bi wan re bipeyivin û bi vî awayî bibin alîkarên wî, li ser vê yekê dîsa vedigere ser rê û metodên pedagogan û ji gundiyan re vedike, gundî guhdar dikin, lê nizanin an jî naxwazin ku ew jî tiştekî bibêjin. [460 mete_labirent] Li ser vê yekê carina, tenê carina Gebranê Baço dîtinên xwe vedike û nemaze bi mamoste Kevanot dide zanîn ku pedagojiyên baş di civakên weke civakên wan de ciyê xwe nagirin, metodên pedagojiyên weha li gor rewşa civakê ava dibin: Rewşa civaka me û nemaze rewşa gundê me ji bo metodên weha dest nade. [461 mete_labirent] Bo nimûne, ku babetê perwerdekirina civakê neyête guhertin, ev tişta jî nabe, dibêje. [462 mete_labirent] Axaftina vê mijarê ji nav gundiyên odê derdikeve û tenê di navîna mamoste Kevanot û Gebranê Baço de geş dibe, gundiyên li odê guhdar dikin û Xwedê dizane cara pêşîn e ku gelek peyvikên weha ji nêzîk ve dibihîsin, felsefe, pedagog, psîkolojî... [463 mete_labirent] Ava şevê cara çaran germ dibe, dibe çay, li civata odê belav dibe û tê vexwarin, şevbuhurka oda gund pîr dibe û wexta belavbûnê tê, lê hîn di vê şevbuhurka îşevîn de mamoste Kevanot têdigêhîje ku di vî gundî de yekî ku bikani be bi axaftinên zanyarî bide û bistîne, ew jî Gebranê Baço ye, piştî ku perê çayan jî tê dayînê, beriya ku şêniyên oda gund şevxweşiyê li hev bikin û belav bibin, li hewşa oda gund mamoste Kevanot bi daxwaz bi kêfxweşî bi Gebranê Baço dide zanînê ku hevdu bibînin. [464 mete_labirent] Ro li ber ava ye, xwendekarên dibistanê li malan belav bûne, mamoste Kevanot û Gebranê Baço hevdu dîtine, li ber dîwarê lojmana dibistanê, li ser du kursiyan xwe dane ber tava paşnîvroyê û dîsa ketine galegalekê, pencerên dersxanê vekirî ne, zarokek xerîkî avreşîniya hundur e û yekî din jî bi sinikê hundur baqij dike, gelek nabuhure ev herdu zarok tev çentên xwe ji hundurê dersxanê derdikevin, tên, bi mamostê xwe didine zanîn ku wan dersxane paqij kirine, mamostê wan destê xwe li porên wan dipelîne û dibê: [465 mete_labirent] We baş kiriye, bijîn!... de anuha jî biçin û li malê xerîkî dersên xwe bibin. [466 mete_labirent] Herdu zarok ji wan dûrdikevin û serjêrî malên xwe dibin, mamoste Kevanot li pey wan dinêre, dilê xwe bi wan dêşîne, vedigere ser Gebranê Baço û dibê: [467 mete_labirent] Ew ê gelekî baş bûya ku du gundiyan xwe bida ber vî karê paqijkirina dersxanê. [468 mete_labirent] Li gor paqijiya mehekê an jî salekê meriv ê pereyek bida wan û hew!... Ev zarokên reben bi çi dijwariyan dersxanê paqij dikin! [469 mete_labirent] Ew ê hîn biçin û li malê dersên xwe jî çêkin! [470 mete_labirent] Gebranê Baço çentê li ser çoga xwe di ber xwe de li erdê disipêre lingê sandaliya xwe û bi keservedan dibêje: [471 mete_labirent] Gundiyên me xwe nadin ber. [472 mete_labirent] Xwe nadin ber çi? [473 mete_labirent] Xwe nadin ber vê reformê. [474 mete_labirent] Mamoste Kevanot bi ken li ruyê Gebranê Baço dinêre û dibê: [475 mete_labirent] Ma ev jî reform e, birayê Gebran? [476 mete_labirent] Ji bo gundiyên me reform e... û reformeke ji dunyayê jî der e, xoce. [477 mete_labirent] Çawa ji dunyayê der e, birayê Gebran? [478 mete_labirent] Ev yeka ê ji bo zarokan jî baş û rihet be. [479 mete_labirent] Bi kêmanî piştî dibistanê ew ê biçin û xerîkî dersên xwe bibin. [480 mete_labirent] Armanc û babetê gotinê çi dibe bila bibe... tiştekî ku heta nuha li vî gundê ha bi kar ne hati be, cî nagire û nayê pejirandin jî... [481 mete_labirent] Ez tênagêhîjim bê çima pêşniyarên baş ê cî negirin? [482 mete_labirent] ku meriv ji wan re bibêjin û wan serwextî başiya van tiştan bikin, çima nepejirînin, birayê Gebran?... ma ez tiştekî çewt dibêjim? [483 mete_labirent] Ez nabêjim ku tu tiştekî çewt dibêjî, xoce. [484 mete_labirent] Tu rast dibêjî û îdeal difikirî. [485 mete_labirent] Lê tu tiştekî mayî nizanî. [486 mete_labirent] Tu bi xwî û tevgerên gundiyên me nizanî. [487 mete_labirent] Wan ne hay ji xwendina zarokan, ne jî ji rewş û rihetiya zarokan heye. [488 mete_labirent] Mîna ku bibêje ez jî bi te re mamoste Kevanot bi destê xwe çoga Gebranê Baço ditepîne û dibê: [489 mete_labirent] Baş e, baş e... lê ez jî dibêm ku divê meriv riyekê bibîne, ji wan re bibêje û wan haydarê vê yekê bike. [490 mete_labirent] Tu çi dibêjî bibêje, xoce, lê ew ê dîsa jî nekeve serê wan. [491 mete_labirent] Ez bawer im tu pir hişk diçî ser gundiyan loma, birayê Gebran. [492 mete_labirent] Min dît... ez bi çavên xwe jî dibînim ku tu tew pîvana gundiyan nadî ber çavan. [493 mete_labirent] Tu li gor zanebûna xwe bi wan re dipeyivî... [494 mete_labirent] Baş e, ma ez ê li gor zanebûna kê bi wan re bipeyivim? [495 mete_labirent] Li gor zanebûna wan, bi zimanê wan bipeyive. [496 mete_labirent] Ma ez bi erebî dipeyivim?... binêre, xoce, gundiyê min in û ez bi wan dizanim. [497 mete_labirent] Bawer bike, ez pir baş dizanim ku ji bo gelek tîpên gundiyên me, aqil, çav û ew zimanê ku Xwedê daye wan fonksiyoneke xwe tuneye... de îcar te bawer kir! [498 mete_labirent] Li ser vê yekê ez bi te re, birayê Gebran, lê divê meriv ji bîr neke ku ev merivên ha gundî ne û ji bo ku meriv wan serwextî tiştekî bikin divê meriv dakeve pîvana wan. [499 mete_labirent] Li vir dilê Gebranê Baço dikele, destê xwe li ba dike, li ser sandaliyê cî li xwe xweş dike, li nava çavên mamoste Kevanot dinêre û dibê: [500 mete_labirent] ku tu dakevî pîvana wan, bawer bike tu ê li wir bimînî... bi gotineke din, tu ê di pîvana wan de bihetikî, xoce.... tu ê di pîvana wan de bifetisî û biçî. [501 mete_labirent] Di pîvan û dunyayên wan de ev kuçên gund ê li te teng û zirav bibin, serê te ê bêşe, dilê te ê li hev bikeve û tu ê verişî. [502 mete_labirent] Tu ê di xwe de verişî, di wan de verişî... tu ê bibînî ku di kuçan de, di hewşan de, di penceran de çawa serê xwe dirêj kirine, weke cin û pîrebokan li vê rewşa te dinêrin. [503 mete_labirent] Bi kurtebirî, ev kuçên vî gundê ha ê li te bibin labîrenteke cinan û tu ê ji nav dernekevî... ew pirsgirêkên di serê te de... ew ê bibine girêkên şeytên û tu ê nikani bî vebikî... a wê çaxê... wê çaxê ew ê tinazên xwe jî bi te bikin û bikenin... Ew ê te dîn bikin û weke min berdin çolan. [504 mete_labirent] De ka tu rojekê biçe û pirsa min ji wan bike... na, ne tenê ji wan jî, dûr neçe... biçe û ji bavê min bipirse. [505 mete_labirent] Lê ez weke navê xwe dizanim ku ew ê ji te re bibêjin: Serê Gebran çelq bûye. [506 mete_labirent] Belê bi wî aqilên xwe navekî wusa jî bi pey meriv dixin... De îcar weke zana û xwendayekî tu ê çawa dakevî pîvaneke weha, xoce? [507 mete_labirent] Mamoste Kevanot têdigêhîje ku gundî û Gebranê Baço li hev nakin, têdigêhîje ku gundiyan navê şelqbûnê jî bi pey xistine, lê ji wî napirse û nabêje çima, li vir dilê wî bi Gebranê Baço dişewite û bi awakî hîn nermtir dibê: [508 mete_labirent] Ez têdigêhîjim, birayê Gebran. [509 mete_labirent] Zanebûna yekî xwenda û gundiyekî ne wek hev e. [510 mete_labirent] Analîz û têgêhîştina wan jî ji hev dûr e. [511 mete_labirent] Toleransa kwîrfamiyê tuneye û em bibêjin ku rastiya van gundiyên ha tiştekî weha ye. [512 mete_labirent] Wek ku min got, ez bi te re... îcar vatiniya ku bi kesên xwenda dikeve çi ye? [513 mete_labirent] Tiştê ku ez dizanim: Yekî serhişk rabe û vê serhişkiya xwe çiqasî jî zêde bike, divê meriv lê negirin. [514 mete_labirent] Lê ji bo yekî baqil ne wusa ye. [515 mete_labirent] Ji bo baqilekî, şermeke mezin e ku kêmaqiliya yekî hemberî xwe tênegêhîje. [516 mete_labirent] Ev ne tenê bêşansiyeke kesên baqil e, herweha vatiniyeke wan e jî. [517 mete_labirent] Gebranê Baço di ber xwe de difikire, bi dilekî şikestî û bi rewşeke bêhêvî: [518 mete_labirent] Tu dikî û dixwazî ji min re bibêjî ku dînitî tiştekî baqilane ye. [519 mete_labirent] Tu çawa têdigêhîjî bila wusa be, birayê Gebran. [520 mete_labirent] Lê min xwest bibêjim ku yekî xwenda û baqil divê bi her seriyekî re derbas bike. [521 mete_labirent] Serhişk hene, serserî hene, saxik hene, ehmeq hene, dîn hene... belê, hene lê... lê hunermendî jî ew e ku meriv bikani be bi wan re bide û bistîne. [522 mete_labirent] A ev jî bi zanebûna baqilî dibe, bi zarxweşiya toleransê dibe, bi peyivînê dibe. [523 mete_labirent] Ez bi wan re peyivîme, xoce. [524 mete_labirent] Bi wan re ez bi zarekî herî xweş jî peyivîme... min ji mele û seydayekî bêtir ji wan re gotiye... min ewqas ji wan re gotiye ku êdî mû bi zimanê min ve hatiye... lê bawer bike gotin jî ji bo tîpên weha pere nake!... çawa bibêjim... binêre weke nimûne ez ji te re bûyereke piçûk bi lêv bikim, xoce... Bi navê Pêlo pismamekî min î li dor salên an hebû. [525 mete_labirent] Di şevên şil û tarî de apê min ew dişand ber kar û berxan, nîvê şevan ew radikir dişand şevînên gayên cot. [526 mete_labirent] Di wan deman de pirî caran min ji apê xwe re digot: [527 mete_labirent] » Vî zarokî bi tenê neşîne şevînên gayên cot.« Lê apê min li min vedigerand û digot: [528 mete_labirent] » Na, bila biçe. [529 mete_labirent] Bila biçe û bibe mêrê şevên tarî. [530 mete_labirent] Bi vî awayî ew ê tarî û ronahiyê baştir ji hev derxîne.« Ez li ber digeriyam û min digotê: [531 mete_labirent] » Zarokekî piçûk e, tirs ê lê çêbibe.« Lê wî bi ya xwe dikir. [532 mete_labirent] Di dawiya dawîn de jî weke min derket. [533 mete_labirent] Li gor gotina amoja min, di şeveke buhara navîn de ji bo cot dîsa bi tena serê xwe li ber gayê şevînê bûye. [534 mete_labirent] Dema amoja min taştiya apê min biriye ser cot, nêhiriye ku ev pismamê min î piçûk serê wî di ber de û her bi raman bûye. [535 mete_labirent] Amoja min jê pirsîye ka ew [536 mete_labirent] nexweş e, an ne. [537 mete_labirent] Lê pismamê min bi çavekî bêhêvî zîq li ruyê diya xwe nêhirîye û dengê xwe ne kiriye. [538 mete_labirent] Ji wê rojê û pêve jî her weke xwe maye. [539 mete_labirent] Lal bûye û peyv ji devê wî derneketiye. [540 mete_labirent] Dema ku ez bi vê yekê hesiyam, ez gelekî li ber ketim. [541 mete_labirent] Weke birayekî min î piçûk be, min jê hez dikir. [542 mete_labirent] Porê wî reş û fîlikî, çavên wî şîn... gelekî şêrîn bû. [543 mete_labirent] Di vê zaroktiya wî de jî diyar bû ku ew ê xortekî xweş û lihevhatî jê derketa. [544 mete_labirent] Ji bo ku ziman lê vebe û dîsa bibe Pêloyê berê çi ji destê min dihat min dikir. [545 mete_labirent] Ez diçûm li ber disekinîm, pê re dilîstim, dipeyivîm... Min ji apê xwe re digot, min pê dida zanîn ku em wî bibin ser doktoran, bila lê binêrin. [546 mete_labirent] Lê ne diket serê apê min. [547 mete_labirent] Xwest ku li ser şêx û meleyan bigerîne. [548 mete_labirent] Rebena amoja min destên wê li ser sîngê wê girêdayî, bi rewşeke hustuxwar li ber vî lawê xwe î lal disekinî û hêsir dibarandin. [549 mete_labirent] Dû re jî apê min bi gotina xwe kir û gund bi gund ev pismamê min gerand: [550 mete_labirent] » Şêxê Sirûcê xurt e.« digot. [551 mete_labirent] Heta ku rojek hat û pismamê min î piçûk bû nexweşê nava nivînan. [552 mete_labirent] Ne nan û ne jî av bi gewriyê de diçû. [553 mete_labirent] Amoja min paçek di avê de dikir, dihanî di lêvên wî yên hişk re dida. [554 mete_labirent] Herweha ev piçûka ji nava wan nivînan ranebû û bi ruhekî bêguneh çû hafa Xwedê... [555 mete_labirent] Bi vê peyvika Xwedê re bêdengiyek digire ser galegalê, çavên Gebranê Baço tije av dibe, bi awayekî bêçare destên xwe di bêrîka xwe de dike, heta ku titûna xwe derdixe û jê cixarekê jî dipêçe herdu serî bêdeng in, ji katkirina vê bûyerê rihetiyeke sivik li Gebranê Baço diyar dibe, bi keservedan titûna xwe dirêjî mamoste Kevanot dike û dibê: [556 mete_labirent] Kerem bike, xoce, em çi bikin... De icar tu hatiye çêlî zarokan dikî. [557 mete_labirent] Ka zarokên reben ê di rewşên weha de çi bikin? [558 mete_labirent] Diltenikiyekê girtiye ser mamoste Kevanot jî, ji hêlekê ve titûnê dipêçe û ji hêlekê ve jî mîna ku li çareseriya van pirsgirêkan bigere, diponije, dirame û dû re bi dengekî nizim dibê: [559 mete_labirent] Xuyeye lawik gelekî tirsyaye. [560 mete_labirent] Xwezika we pêre bigîhanda û bibira ser doktorekî. [561 mete_labirent] Gebranê Baço du hilmên dirêj li cixara xwe dixe, hinekî jî bi hêrs destê xwe ber bi hêla gund radike û dibê: [562 mete_labirent] Lê heta ku ehmeqên weha li vî gundî hebin, kesek pêre nagêhîne... kesek pêre nagêhîne ku tiştekî baş bike. [563 mete_labirent] Mamoste Kevanot agir bi cixara xwe dixe, mîna ku hîn jî di bandora bûyera jorîn de be di ber xwe de dibê: [564 mete_labirent] Tirs e, tirs... tirs li lawik çêbûye. [565 mete_labirent] Kî be jî ew ê bitirse, xoce. [566 mete_labirent] Şevê nîvê şevan rûdinin, bêyî ku zarokan ji xwe dûrbixin, dest pê dikin... çêlî cadûkaran, çêlî çavînokiyên çavên xirab, çêlî pîrebokan, çêlî cin û periyan dikin... [567 mete_labirent] -Rast e, di jiyanê de bi taybetî jî di jiyana gundîtiyê de meriv rastî gelek tiştên seyr tên. [568 mete_labirent] Îcar divê meriv hêdî hêdî, bi gotin, bi peyv û pratîkê yek bi yek wan ji van tevger û berborên naxoş dûrxin. [569 mete_labirent] Gebranê Baço hilma dawîn li cixara xwe dixe, dûmaneke tîr û hêşîn ji devê xwe berdide, nola ku tew nekeve serê wî, destê xwe jî li ba dike û bêdeng dimîne, ev rewşa wî ji ber çavên mamoste Kevanot nafilite, dibîne ku ciyê van gotin û dîtinên wî di serê Gebranê Baço de tune, loma dixwaze hefsarê mijarê ber bi hêleke din bizivirîne û dibê: [570 mete_labirent] Te çêlî fakulteyeke edebîyatê dikir, birayê Gebran. [571 mete_labirent] Te çi kir... ma te ne qedand? [572 mete_labirent] Na min dev jê ber da, xoce. [573 mete_labirent] Çima?... [574 mete_labirent] Gebranê Baço vê carê herdu destên xwe ber bi gund radike û bi pişirîneke tinazane dibê: [575 mete_labirent] Ji ber ehmeqiyên şêniyên vî gundê ha! [576 mete_labirent] Mamoste Kevanot jî bi pişirîn li wî dinêre û bi dudilî, bi pirs gotina wî dubare dike: [577 mete_labirent] Ji ber ehmeqiyên gundiyan?... [578 mete_labirent] Erê. [579 mete_labirent] Lê nebêje çima û çawa? [580 mete_labirent] Dilê mamoste Kevanot bi Gebranê Baço dişewite û xwe bi xwe: »Diyar e ku ev rebenê ha serê xwe pir di ber van gundiyan de dêşîne.« dibêje û li ser gotina Gebranê Baço ew jî nabêje çima, nabêje çawa, lê bi çavekî tije pirs, bi mêzekirineke mereqdar di ciyê xwe de bêdeng dimîne. [581 mete_labirent] Gebranê Baço têdigêhîje, pirsên di ser û dilê mamoste Kevanot de dibîne, bi dijwarî pişirînekê dikişîne ser lêvên xwe, mîna ku çîrokeke nîvçe bidomîne dest pê dike û dibê: [582 mete_labirent] Di gund de rewşa me ya aborî ji ya xelkê ne çêtir be, xirabtir jî nine, xoce. [583 mete_labirent] Ji xwe gêda mala me ne giran e. [584 mete_labirent] Ez nûxuriyê diya xwe me û ji bilî min jî zarokên dê û bavê min tune. [585 mete_labirent] Li gor gotina diya min, di pey min re zarokek ji ber çûye û di ser wê rojê re êdî bi zarok nexweş ne ketiye. [586 mete_labirent] Heta vê buhara çûyî... destpêka buhara navîn em bibêjin, min li unîversîta bajarê E’ê di beşa fakulta edebiyatê de sala xwe ya duduyan dixwend. [587 mete_labirent] Di cejnerojên demên xwendinê de carina dihatim vir, min li dê û bavê xwe dipirsî, wan jî bi kêfxweşî, bi serbilindî rewşa min û dersan pirs dikirin. [588 mete_labirent] A [589 mete_labirent] di cejnerojeke weha de ez dîsa hatim gund. [590 mete_labirent] Ez hatim lê rewşa ku li malê bi ber çavên min ket, ne weke hertim bû. [591 mete_labirent] Ne ken, ne pişirîn û ne jî kêfxweşiya hercarîn. [592 mete_labirent] Gwînê diya min zer, mirûzê wê tirşûtal û bi rewşeke bêhêvî bû. [593 mete_labirent] Li ber argûn rûnişti bû. [594 mete_labirent] Çer ku çav li min ket, kelagiriyekî bêyom gewriya wê xetimand û lêvên wî lerizîn. [595 mete_labirent] Ez çûm min diya xwe hemêz kir û li rewşa wê pirsî, min bavê xwe jê pirsî. [596 mete_labirent] Bavê min ne li mal bû. [597 mete_labirent] Pêşiyê ez hinekî tirsiyam jî. [598 mete_labirent] Tirsiyam ku tiştek bi serê bavê min de hati be. [599 mete_labirent] Lê diya min bi keservedan sedemê vê rewşa nû an jî xemgîn dûrûdirêj ji min re kat kir û dû re jî got: [600 mete_labirent] » A wusa... piştî vî salê xwe kokimê bavê te jî dixwaze bizewuce!« Li hemberî van gotinên diya xwe devê min ji hev ma. [601 mete_labirent] Ne min dixwest ez bi van gotinên wê bawer bikim, ne jî min bawer dikir ku diya min henekan li hev tîne. [602 mete_labirent] Heta nuha jî tiştekî weha ji devê bavê min derneketi bû an jî min ne bihîsti bû. [603 mete_labirent] Tenê di demên bêhntengiya xwe de carina bi diya min re pevdiçinî, di ser de dikire pilepil û digotê: [604 mete_labirent] » Manga berhavêtî! [605 mete_labirent] Bizina histewir!« Lê ji bilî demên weha bêhnteng, hertim aqilmendî dikir û digot: [606 mete_labirent] » Zarokên zêde, serêşên zêde ne... ku em bikani bin xwedîtiyê lê bikin û tiştek jê derkeve, ev yeka têra me dike.« Ez bawer im ji ber vê yekê bû ku wî hişt ez biçime unîversîtê. [607 mete_labirent] Lê piştî van gazin û gotinên diya min, tirsek li min rabû. [608 mete_labirent] Ji diya xwe re ne, lê di dilê xwe de min digot: »Ku bavê min ling ne kiri be salên xerifînî, wê çaxê ber bi dînbûnê diçe.« Gelek ne buhurî bavê min hat malê. [609 mete_labirent] Ez rabûm, weke hertim çûm destê wî û min lê pirsî. [610 mete_labirent] Lê min tavilê têderxist ku gotin û gazinên diya min rast in. [611 mete_labirent] Mîna ku dilê wî li mala wî, li min û diya min sar bibe, weke berê bi daxwazeke germ pirsa min û xwendinê ne kir, li ser pêşeroja mala me bi min ne şêwirî. [612 mete_labirent] Tenê xêrhatineke sar û bêxwê ji devê wî derket, pişta xwe bi me de kir û derbasî oda malê bû. [613 mete_labirent] Di wê navberê de tiştekî din jî bala min kişand. [614 mete_labirent] Simbêl û ew çend tayên porê ku bi paş û kêleka serê wî ve ma bûn, reş kiri bûn. [615 mete_labirent] Ev cara pêşîn bû ku min didît bavê min boyaxa porê reş bi kar dihanî. [616 mete_labirent] Bi qasî kişandina cixarekê di odê de ma û dû re dîsa hat eywanê ba me. [617 mete_labirent] Ez bawer im ew jî têgêhîşt ku diya min hertişt ji min re gotiye û ev yeka êdî ne tiştekî veşartinê ye. [618 mete_labirent] Mîna ku ne ji malê be, bi tevgera yekî dûrî malê got: [619 mete_labirent] » De qeyê nuha diya te ji te re çîroka me gotiye, Gebran. [620 mete_labirent] Xuyaye ez û diya te li hev nakin êdî.« Diya min ya reben û saxik bi rewşeke bêguneh hestîva êrgûn di dest de agir tevdida. [621 mete_labirent] Ev gotinên bavê min rasterast neheqiyek bû û li diya min dikir. [622 mete_labirent] Lê dîsa jî min xwest ku ez têbigêhîjim ka bavê min çi difikire û çi dixwaze: [623 mete_labirent] » Tiştê ku tu û diya min li ser li hev nakin çi ye, bavo?« [624 mete_labirent] » Nizanim...« got. [625 mete_labirent] »çima ez di roja rojîn de bi ya xwe nekim û çima ez anuha guhdariya zimandirêjiya diya te bikim...« Ne tenê bi tevgereke şêwirmendane, herweha min hustuyê xwe jî hinekî li ber tewand û min bi rewşeke bergerîn gotê: [626 mete_labirent] » Ma ev zimandirêjî ye, bavo? [627 mete_labirent] Diya min rast dibêje, zewaceke nû ji bo te ne tiştekî maqûl e.« Lê bavê min serî li xwe gerand, pêşiyê kir ku bibêje ji bo min xweng û bira pêwîst in, ji bo mala me mêr û paşmêr divê, lê dû re rasterast hajote ser diya min û gotê: [628 mete_labirent] » Ji ruyê vê diya te de ez di nava xelkê de rezîl bûme. [629 mete_labirent] Maleke bê zarok, bê paşmêr... bîreke zuwa ye.« Diya min bi şermesariya bîreke zuwa, bi ruyekî xemgîn berê xwe bi bavê min de kir û gotê: [630 mete_labirent] » Wê çaxê Gebran bizewucîne! [631 mete_labirent] Salên wî bûne bîst û pênc.« Mîna ku bibêje, ca tu raweste hîn ez ê çi bikim, bavê min destê xwe jî ber bi hewşê li ba kir û got: [632 mete_labirent] » Ez ê wî jî bizewucînim, ez ê wusa bikim ku bila naxirek zarok li vê hewşa ha bilîzin. [633 mete_labirent] Lê bila pêşiyê xwendina xwe biqedîne.« Kelagirî li gewriya diya min piçikî, bi rewşeke reben û bêkes di ber xwe de got: [634 mete_labirent] » Ez hêwiyeke wusa naxwazim!... Hêwîyeke ji mala Dimso... Qelendê xwe jî bêjingek zêr xwestine. [635 mete_labirent] Dixwazin bibin xwedîparên erd û rezên me!« Li vir ez têgêhîştim ku keçik, bi gotineke din dêmariya min ji kîjan malê ye, kî ye, çend salî ye... û ez tiştekî din jî têgêhîştim ku tew hatiye xwestin jî. [636 mete_labirent] Di wê gavê de ew bavê min, li ber çavê min bû weke kevirekî reş. [637 mete_labirent] Di çav min de ji rûmeta xwe ya hertimî ket. [638 mete_labirent] Piştî ku min pê da zanîn ku ev tevgera wî tiştekî dûrî aqilan e, wê çaxê mîna ku li rê û metodên parastina vê daxwaza xwe bigere, serê xwe xiste ber xwe û got: [639 mete_labirent] » Ê... ez çi bikim?... ma çi dibe ku... çima zewaceke din jî nebe para min?« Bûyer ji bo min zelal bû êdî. [640 mete_labirent] Bêyî ku zêde li ser rawestim û têkevim ramanan, min gotê: [641 mete_labirent] » Tu çi dikî, çi difikirî, wusa bike... lê ji bîr neke ku keça mala Dimso sêzdeh salan ji min piçûktir e. [642 mete_labirent] Bi gotineke din, salên te pênce û yek... û ew jî duwanzdeh... de ka xelk ê çi bibêje? [643 mete_labirent] Ma xelk ê bi me nekene?... Ka tu dev ji hertiştî berde... destê xwe bide ser dilê xwe û bi rastiya Xwedê bibêje. [644 mete_labirent] Ma tu û wê keçika duwanzdehsale... ma ne tiştekî dûrî aqilan e?« Beriya ku tiştek ji devê bavê min derkeve, diya min got: [645 mete_labirent] » Ma tirsa ji Xwedê û şerma ji pêxember li ba wî heye!« Bavê min berê xwe bi diya min de kir û bi tevgereke serbilind û zana gotê: [646 mete_labirent] » Bi wî serê xwe î piçûk rêyan nede ber min... tirs û şerma çi! [647 mete_labirent] Gelek jinên pêxemberê me jî hebûne, hemû jî hipûhelal!... û dema ku bi hezretî Eyşê re zewucîye, salên wî jî di ser pênceyî re bûne... li gor ku tê gotinê, hezretî Eyşe ji keça mala feqî Dimso jî piçûktir bûye wê çaxê.« Navê pêxemberan, navê hezretiyan dengê rebena diya min birî û di ber xwe de kire hîskehîsk. [648 mete_labirent] Di wê gavê de dilê min pir bi vê rewşa wê şewitî, xwîn di min de keliya û bi wê kelê ez li bavê xwe vegeriyam: [649 mete_labirent] » Wê çaxê... ew berbora ereban e... berbora ereban e ku merivekî salmezin rabe bi dergûşeke neh û dehsale re bizewuce... ma tu jî ereb î!...« Bavê min têderxist ku ez çiqasî nerihet bûme. [650 mete_labirent] Bêyî ku şerm bike, destê xwe jî li ba kir û got: [651 mete_labirent] » Ma em jî ne ji ometa mihemed in?... şerm nakî tu van gotinan dibêjî, kafir!... Xwezika min tu neda ber vê xwendina kafirane!« Ev cara pêşîn bû ku bavê min xwendinên weha bi rengdêra kafirane dinavand û li min hêrs dibû. [652 mete_labirent] Min ev tevgerên wî da xatirê vê daxwaza zewaca wî û... û li vir nebaşiyên çîrokên dêmariyan jî hatin bîra min, xoce. [653 mete_labirent] Ez kurt bibirim, min jî êdî dengê xwe ne kir û bêyî ku ez wê rojê solan ji lingê xwe bikim, ji bo çûyînê rabûm ser xwe, li ser lingan min bi bavê xwe da zanîn ku ew vê yekê bike, ez ê gelekî di ber wî de şerm bikim. [654 mete_labirent] Min kir ku ez jê re bibêjim zewaceke bi miriyan re gelek çêtir e ji zewacên weha, lê min ev gotinên xwe jê re ne got. [655 mete_labirent] Min tiştekî din pê da zanîn û gotê: [656 mete_labirent] » ku tu vê zewacê bikî, ez ê diya xwe bigirim ba xwe û em ê biçin... em ê ji te dûr biçin.« Bi vê gotina xwe re ez derketim û bi şûn de vegeriyam bajêr. [657 mete_labirent] Ha... beriya ku bigêhîjim bajêr... a li vir, (destê xwe ber bi hêla rastê radike, axpîna li tenişta dibistanê pîşan dide.) li vê axpîna ha ez rastî Dimso hatim. [658 mete_labirent] Dimso î ku bavê min rengdêra feqîtiyê jî bi pêşiya navê wî ve dizeliqîne û dibê: feqî Dimso. [659 mete_labirent] Lê dû re tu ê jî têderxî ku ew bi xwe bi lîtireke dims nake. [660 mete_labirent] Piştî silav, xêrhatin û gotinên vala, min pê da zanîn û gotê: [661 mete_labirent] » Ev danûsitendinên bavê min û mala we, ne tiştekî maqûl e, feqî Dimso.« Feqî Dimso çi li min vegerîne?... mîna her ehmeqekî, wî jî li min vegerand û: [662 mete_labirent] » Firqûz û xêrnexwazên gundê me pir in, Gebran...« got, »ma em ê yekî ji bavê te çêtir bibînin!« Min kir ku ez bibêjim: Ji wî û vê tevgera wî xirabtir tiştek tuneye. [663 mete_labirent] Lê min ev gotinên xwe ji feqî Dimso re ne got. [664 mete_labirent] Min dizanî bû ku gotinên min pere nakin, min dizanî bû ku ew jî yekî ji wan e... yekî ji van tîpên nexweş e! [665 mete_labirent] Ü ez serê te jî neyêşînim, xoce. [666 mete_labirent] Min cejnerojên xwe li bajêr di oda xwe ya piçûk de buhurand. [667 mete_labirent] Bi qasî du heftan ne çûm xwendinê. [668 mete_labirent] Ji ders û hevalên xwe mam. [669 mete_labirent] Hefta sisiyan ez têgêhîştim ku di dersxanê de nikanim guhdariya dersan bikim. [670 mete_labirent] Hiş û aqilê min li ser rewşa dê û bavê min bû û tiştek ne diket serê min. [671 mete_labirent] Di dawiya dawîn de êdî min jî ders û xwendina xwe li cî hişt û ez hatim gund... ez hatim gund, min diya xwe li hewşa mala apê xwe dît. [672 mete_labirent] Bi çavekî şilekî xwe havête ser min. [673 mete_labirent] Bi min da zanîn ku bavê min bi gotina xwe kiriye û zewucîye. [674 mete_labirent] Bi hesp û silawatan, bi sitran û elbanan dêmariya min hanîne. [675 mete_labirent] Li oda me ya mezin piştên xwe sipartine balîvên nexşîn û li ser kulavên mor şerbet vexwarine, hedîsên pêxemberan xwendine, fermana Xwedê û qewlê pêxemberan bi lêv kirine û anuha... piştî zewaceke pêxemberane bi qasî sêzdeh salan ji min piçûktir dêmariyeke min heye, xoce. [676 mete_labirent] Piştî bihîstina van bûyeran, xoce sedemên vê dilverişiya Gebranê Baço têdigêhîje, lê dîsa jî dixwaze vê diltengiya wî li ber belav bike û dibê: [677 mete_labirent] Ev jî zêde ne xem e, birayê Gebran... ya rastî xem e, lê ne xema min û te tenê ye. [678 mete_labirent] Di avahiya civakan de berborên kevin û kufikî hene û berdewam e jî. [679 mete_labirent] Ev di her civakekê de bi rengekî derdikeve pêş. [680 mete_labirent] Di civakên me de jî bi van rengan çewtî hene, kêmasî hene... te bivê jî û nevê jî ew ê hertim hebin. [681 mete_labirent] Lê... divê meriv hêdî hêdî û ji tiştên piçûk dest pê bikin. [682 mete_labirent] Bi gotin, bi peyivîn, bi bêhneke fere û yek bi yek. [683 mete_labirent] Gebranê Baço destê xwe ber bi gund radike û dibê: [684 mete_labirent] De îcar bifikire ku di vî gundî de, ne tenê bavê min û ne tenê apê min... gişt... yek ji yekî xirabtir e. [685 mete_labirent] A piştî çend mehê din tu ê bi xwe jî bibînî bê çi ehmeq, saxik, kêmaqil û rengdîn... tu ê bibînî ku... [686 mete_labirent] Mamoste Kevanot destê xwe dide ser milê Gebranê Baço, peyva wî dibire, xwe hinekî ber bi pêş, ber bi wî ditewîne û dibêje: [687 mete_labirent] Ez dizanim, birayê Gebran, ez dizanim ku ez ê yek bi yek van hemû rengan bibînim, lê divê meriv... ez bi xwe... ez ji te re sond dixwim ku ez ê dîsa jî ji wan nerevim, ez ê li ber xwe bidim û nola hunermendekî têkevime nava wan, rengên nû, rengên baş û çêtir pêşanî wan bidim. [688 mete_labirent] Îcar ev hemû tiştên ha jî... wek ku min got û ez careke din jî ji birayê xwe re bibêjim, ev hemû tiştên ha bi gotinê, bi peyivînê û bi nimûnegîniya meriv bi xwe dibe. [689 mete_labirent] Gebranê Baço baş têdigêhîje ku mamoste Kevanot ji ya xwe danekeve, li ser xwî û tevgerên gundiyan li hev nakin, bi rewşeke bêhêvî zîq li çavên wî dinêre û dibê: [690 mete_labirent] De baş e, xoce... Xwedê bi te re be!... Xwezika em bi hev re nemirana... xwezika ez jî li vî gundî bimama, carina em bihatana ba hev û li ser vê yekê dîsa em têketana galegalên vê mijarê. [691 mete_labirent] Lê ez weke kefa destê xwe dizanim ku te ê wê çaxê û dîsa li vir ji min re bigota: »Birayê Gebran, ev dîtinên te çiqas rast derketin!« Lê mixabin, xoce... ji ber wê sedema ku êdî tu jî pê dizanî, sibe zû ez ê diya xwe bigirim ba xwe û biçim. [692 mete_labirent] Ji vî gundî dûr, ez ê li bajarekî biyanî bimînim. [693 mete_labirent] Lê beriya ku biçim, ez dixwazim van gotin û dîtinên xwe ducar bikim û weke şîreteke biratiyê dîsa ji te re bibêjim: Li vî gundê ha du jiyan li ber te ne, xoce. [694 mete_labirent] Jê yek jiyana van gundiyan e, ya duduyan jî jiyana te bi xwe ye. [695 mete_labirent] Tu destê xwe li kîjanê datînî, êdî tu û kêfa xwe. [696 mete_labirent] Bi van gotinên xwe re Gebranê Baço çentê xwe î ku li kêleka xwe sipartiye lingê sandaliyê digire, vedike, di ber xwe de bi pilepil: [697 mete_labirent] Xuyaye... nîgara van tîpên gundê me bi gotinê nabe û bi nivisandinê jî... dibêje, gurozeke kaxez ji çentê xwe derdixe, dirêjî mamoste Kevanot dike û didomîne: Binêre, xoce, li ser vê rewşa gundê me, min dest bi nivisandina pirtûkekê kiri bû. [698 mete_labirent] Ne qediyaye... ew tiştê ku di ser û dilê min de bû û min dixwest ez bidim, pêk ne hat. [699 mete_labirent] Bi gotineke din ez bi ser ne ketim... min xwest ku ez... fermo, ez vê destnivîsa xwe bidime te û tu bixwîne. [700 mete_labirent] Hêvîdar im ji bo têgêhîştina vî gundî û van şêniyan piçekî alîkariya te bike. [701 mete_labirent] Gelekî kêfa mamoste Kevanot tê, bi kêfxweşî wê guroza kaxezan ji dest Gebranê Baço digire, piştî ku çend rûpelan jî di ser hev de diqulibîne, pesinê wî dide û dibêje: [702 mete_labirent] Binêre, a ev karê ha karekî pir hêja ye, birayê Gebran. [703 mete_labirent] Xwezika te bidomanda û ev karê pîrozwer biqedanda... ez gelekî pîroz dikim ku te dest bi tiştekî weha kiriye. [704 mete_labirent] Karên weha, karên pîrozwer in... te kêfa min hanî. [705 mete_labirent] Li wir, li ber dîwarê lojmana dibistanê du cixarên din jî di nava tilî û lêvên wan de dişewitin, bi dûyên cixarên wan re pêlên galegalên di navîna wan de weke tîrêjên roya ku anuha li asoyên dûr tînsivik û ziravtir dibin, bi roavayê re Gebranê Baço serjêrî gund û mamoste Kevanot jî tev wê guroza kaxezên karê pîrozwer derbasî hundurê lojmanê dibe. [706 mete_labirent] Xwendevanê hêja! [707 mete_labirent] Ez dizanim, ez baş dizanim ku tu ê anuha gazinan bikî û bibêjî: »Dereweke din jî, bi qasî pirtûkekê mezin, dereweke din jî kete hustuyê min ku ez bixwînim.« Di vê yekê de ez bi te re! [708 mete_labirent] Ne tenê ez û tu, herweha pirî caran niviskarên mezin jî gazinan ji babetê niviskariya îroyîn dikin û bi devê xwe dibêjin: »Meriv maceraperestekî ramanê ye. [709 mete_labirent] Ji gelek sedsalên dûr û heta nuha hertim ramiyaye. [710 mete_labirent] Pêşiyê li ser text û keviran bi awayekî piçûk, dû re li ser kevirên daçikandî, li ser sîlîndirên ji deremên sipî, li ser papîrusan bi hîyeroglîfiyê ramiyaye. [711 mete_labirent] Anuha jî di pirtûkan de di navîna du bergan de dirame. [712 mete_labirent] Nebaştirîn hêla pirtûkekê jî ev e ku di navîna du bergan de nixumandî ye. [713 mete_labirent] Li ser zinaran, li ser kevirên daçikandî nivisandina derewan pir çetin bû. [714 mete_labirent] Ji ber ku tava royê gelek dijwar bû. [715 mete_labirent] Lê wî merivî, tavilê xwe vekişand qurmê daran, hundurê şikeft û îbadetxanan ku bikani be li gor xwe ciyekî peyda bike û tê de xwe bi xwe ji xwe re derewan li hev bîne. [716 mete_labirent] Pirtûk jî şikefteke binê erdê, şikefteke dubergîn e. [717 mete_labirent] Ji wê çêtir jî cî tuneye ku meriv tê de xweş derewan bike.« Niviskar (D.H. [718 mete_labirent] Lawrence) rast dibêje, tu rast dibêjî û ez jî bi we re, xwendevanê hêja! [719 mete_labirent] Rast e... rast e ku karê nivisandinê pirî caran weke lihevhanîna derewan e. [720 mete_labirent] Bi ruyê dunyayê ketine... ez dibêjim niviskar, tu bibêje qeşmer... a ev yên ha bi ruyê dunyayê ketine, ji xêra kaxez û pênûsên Xwedê bêyî ku li xwe, li hundurê xwe, li rastiya xwe vegerin, bi navê novel û romanan çêlî daran dikin ku çend pel û çend gilîçek pê ve şîn tên, an jî çêlî evîna pisikan dikin... kûçik çawa bi hevdu ve dimînin û gelek tiştên weha... [721 mete_labirent] Wek ku min got, heta derekê ez bi te re. [722 mete_labirent] Lê ez ji te re bi serê xwe û wan hemû serên pîrozwer sond dixwim û dibêjim: heta ku ji destê min were ez ê xwe ji vê rengdêra bêrûmet biparêzim. [723 mete_labirent] Min tew dil nîne ku ez ji te re derewan li hev bînim. [724 mete_labirent] Bawer bike ku pêwîst jî nekira, ne min ê serê xwe bêşanda û ne jî min ê ewqas wext li te biherimanda. [725 mete_labirent] Bi gotineke vekirîtir, di gundê me de pirseke min û şêniyan heye ku divê were bersivandin û safî bibe: Ew ji min re dibêjin, ev ji serê xwe çelq bûye, dîn bûye. [726 mete_labirent] Ü ez jî... rast e, ez jî bi barana vî gundî şil bûme lê... lê anuha ez ji wan re tiştekî nabêjim. [727 mete_labirent] Ez ê dû re bi lêv bikim. [728 mete_labirent] Lê ji anuha ve ez bi navê xwe û hemû şêniyên gundê xwe ji te lava dikim ku tu piştî xwendina vê pirtûkê destê xwe bidî ser rastiya Xwedê, bê tirs û bê şerm bibêjî... bibêjî ka ji me kî neheqê Xwedê ye. [729 mete_labirent] NOT: Ez ê li vir nav û paşnavên wan, navê ber û eşîrên şêniyên gundê me neyinim ser pozê pênûsa xwe. [730 mete_labirent] Ez ê wan bi etîketan binavînim, etîketên ku wan bi awakî kolektîf bi hevdu ve zeliqandine. [731 mete_labirent] Ji bilî van etîketan, bi gotineke din, ji bilî van nav û naznavên ku wan li hev kirine, ez ê rengdêr û naznavekî din bi kar neyinim. [732 mete_labirent] Gerçî ev naznavên ku wan li hev kirine tew jî naşibin navên naz, gotin di navîna me de, lê rengdêrên genî ne. [733 mete_labirent] Dîsa jî... dîsa jî şêniyên gundê me ne tenê di demên naxoşî û pevçûnê de, ne tenê di demên henek û fesadiyê de, meriv dikane bibêje ku di hemû roj û wextên Xwedê de jî ew van etîketan bi kar tînin û bi hevdu ve dizeliqînin. [734 mete_labirent] Divê ez li vir bidime zanîn ku ji bilî şêniyên gundê me kesekî din bi van rengdêran nizanin. [735 mete_labirent] Ev jî baştir e ku... peyvikên ku li gundê me hatine çêkirin weke hunereke wan di nava şêniyên gundê me de bimînin. [736 mete_labirent] * [737 mete_labirent] Ku em mala seyda, lojmana dibistanê, mizgefta mala Xwedê û wan hemû malên qereçiyên ku zivistanan tên û li vî gundî dihewin jî nebêjin, gundê me bi heftê avahiyên xwe, di navbera çiyakî jêrîn û yekî jorîn de mexel ketiye. [738 mete_labirent] Gundê me ji dûr ve xwediyê dîmena gundekî nola hemû gundan e. [739 mete_labirent] Jora wî rez û weke hersal jêra wî jî bîstan û pîvaz e. [740 mete_labirent] Roavayî gundê me bi kevir, bi şikeft û bi newalên kwîr in. [741 mete_labirent] Li hêla rohilat jî... li wir jî goristan û Mekanê Mala Dînan. [742 mete_labirent] Mekanê Mala Dînan di nava miriyên salan de, li vê goristana gundê me xwediyê rûmeteke bilind e. [743 mete_labirent] Xêr û guneh li hustuyê şêniyên gundê me, rast û derew para wan be... lê li gor ku tê gotinê, dibêjin gelek devên xwar li vir rast bûne, qotik li vir ji nava colên pezan reviyane, gelek dayikên histewir, xwe havêtine bextê vî Mekanê Mala Dînan. [744 mete_labirent] Çi bi ro û çi bi şev, ev Mekanê Mala Dînan bi darên xwe yên kevnare tirs û tariyeke mezin dadigire ser gundê me. [745 mete_labirent] Ji çar sed û bîst şêniyên gundê me bi kêmanî heşt kesên wan har, dehê wan dîn, bîstê wan cinî, sedê wan ehmaq, du sedê wan saxik... û yên mayî ne diyar in. [746 mete_labirent] Bi gotineke din... a li vir ez ê gotina xwe ya ji bo wan bibêjim, ez ê bibêjim: ku meriv dora gundê me bi keviran dîwar bike, derî û penceran di vî dîwarê dora gundê me de veke, weke personelên pêwîst asîstan, doktor û psîkologan bîne gundê me, wê çaxê... wê çaxê rasterast tîmarxaneyeke rengîn ê ji vî gundê me derkeve. [747 mete_labirent] Lê ku we bivê, em ji taxa jorîn dest bi nîgara malên gundê me bikin. [748 mete_labirent] Li rojavayê bakurê gundê me bîreke mezin heye. [749 mete_labirent] Piraniya malên gundê me ava xwe ya vexwarinê ji vê bîrê hildikêşin, dewarên xwe li ser vê bîrê avdidin û gelek caran, tenên xwe jî dîsa li ser vê bîrê dişon. [750 mete_labirent] Ji ber vê yekê, ji berbangê heta derengî şevê jî ji şêniyên gundê me hertim çend kes li ser vê bîrê peyda dibin. [751 mete_labirent] Lê pîrozweriya vê bîra gundê me ne tenê ji fonksiyona avê ye, herweha weke ciyekî hevdîtinê jî rolekî xwe heye. [752 mete_labirent] Keç û bûkên ku bixwazin (keç û bûkên gundê me hemû jî vî tiştî dixwazin.) fesadiya yekê an jî çêlî xortekî gundê me bikin, hebûna vê bîra me ji bo wan rêyeke herî baş û dayîneke Xwedê ye. [753 mete_labirent] Lê min dixwest ku ez dest bi nîgara malên gundê me bikim. [754 mete_labirent] MAL: [755 mete_labirent] Li kêleka vê bîra mezin, mala Poznîkal î gavanê gundê me heye. [756 mete_labirent] Navbera mal û bîrê bi qasî sê werîsan e. [757 mete_labirent] Pencera oda mala wan rasterast li pêşberî vê bîrê ye. [758 mete_labirent] Bi gotineke din, ji bo keç û xortên gundê me ciyekî stratejîk e. [759 mete_labirent] Lewra gelek xortên dildar tên mala gavanê me, di vê pencerê re li keçan dinêrin, (ne tenê keç, di gundê me de mêr hene ku li jinan jî dinêrin.) dest û destmalên xwe ji wan re dileqînin û tew carina di vê pencerê re neynikan jî didine çavên wan. [760 mete_labirent] Ji ber vê yekê ye ku di bêrîkên hemû xort û heşaşên gundê me de hertim neynikek peyda dibe. [761 mete_labirent] Li vir tiştê herî seyr ev e ku hemû gundiyên me jî bi wersira vê malê û vê pencerê dizanin. [762 mete_labirent] Lê kesek zêde dilê xwe teng nake. [763 mete_labirent] Gerçî sê sal beriya nuha çend kesên xwediyên namûsên mezin li vê yekê varqilîn, bi hêrs û gef hatin ber deriyê mala gavanê gundê me, peyv li ruyê hemû endamên malê xistin ku ew wê pencera mala xwe dîwar bikin. [764 mete_labirent] Lê Xwedê li ruyê keç û xortên gundê me mêze kir (ji vî aliyê de carina Xwedê li ruyê gundiyên me mêze dike.) û Poznîkal î gavanê gundê me jî weha bersiva wan da: [765 mete_labirent] Ez ji we re vekirî bibêjim. [766 mete_labirent] Pencera mala min, pencera dilan e û pencerên weha pîrozwer jî nabe ku meriv dîwar bikin. [767 mete_labirent] ku we bivê, wê çaxê kerem bikin, serê min û zarokên min jêkin û weke keviran pê pencera mala min dîwar bikin. [768 mete_labirent] Ji wê rojê û vir de ye ku ev gotinên gavanê gundê me di nava keç û xortan de bûye şiyareke beniştane. [769 mete_labirent] Daxwazeke wusa li wan rabûye ku ew van gotinên Poznîkal î gavanê gundê me li zinaran bikolin, li dîwaran binivisînin. [770 mete_labirent] Lê mala gavanê gundê me ne tenê bi keç û xortan xweş in. [771 mete_labirent] Bi gotineke rastirîn, mezin û piçûkên mala gavanê gundê me hemû jî zarxweş, xwînşêrîn, bi mezinan re mezin û bi piçûkan re piçûk in. [772 mete_labirent] Dibe ku ev yeka ha ji fonksiyona gavaniyê be. [773 mete_labirent] Lê ji çi dibe bila bibe, li vê dunyayê tiştê herî girîng ew e ku meriv bi herkesî xweş be û li gor dilê herkesî be. [774 mete_labirent] A ev mala gavanê gundê me jî maleke wusa ye. [775 mete_labirent] Nefspiçûk in. [776 mete_labirent] Tiştekî ku li gor pîvana şêniyên gundê me xirab be jî, ji bo mala Poznîkal î gavanê gundê me pir normal e. [777 mete_labirent] Serqisê, sê sal beriya nuha mamosteyekî me î heşaş hebû. [778 mete_labirent] Di pencera (ew pencera ku xwendevan pê dizane) vê malê re keça seydayê me ji rê derxist û rojekê dîsa di vê malê de ew maç kir. [779 mete_labirent] Lê endamên xwediyên malê tew jî dilê xwe teng ne kirin û ji wan re ne gotin: hûn mala me bi kar tînin. [780 mete_labirent] Bi gotineke din, di vî gundê me de mala herî demokrat, mala Poznîkal î gavanê gundê me ye. [781 mete_labirent] Tenê aliyekî wan... aliyekî wan î seyr heye ku şêniyên gundê me jê naxoş in: çi rast çi çewt, çi bûyer û gotinên ku bigêhîje vê malê, endamên vê malê di dest de li ser dipeyivîn, şirove dikin, biryara herî dawîn jî didin û wan gotinan, wan bûyeran gêrî hewşê dikin, ji wir radikin û li kuçên gund belav dikin. [782 mete_labirent] Ji xwe ew bûyera mamostê me î heşaş û keça seyda jî dîsa ji vê malê belav bû bû. [783 mete_labirent] Çawa dikin, bi çi huner û çi jîriyê wusa zû belav dikin, ew êdî Xwedê pê dizane. [784 mete_labirent] Ji ber van tevgerên wan, rîsipiyên gundê me dû re hevokek jî bi pey vê mala gavanê gundê me xistin û gotin: [785 mete_labirent] Fis di mala Poznîkal î gavanê me de disekine, lê qise nasekine! [786 mete_labirent] MAL: [787 mete_labirent] Li hêla jêrîn, bi vê mala gavanê gundê me ve xaniyekî mezin î li ser du qatan heye. [788 mete_labirent] Avahiyeke xweşik e û ev avahîya ha bi destên xwediyên malê hatiye avakirin. [789 mete_labirent] hemû mêrên ku ji vê malê derdikevin, hîn di xortaniya xwe de dest bi lêkirina dîwaran dikin û herweha hemû dewlemendên gundê me jî xaniyên xwe bi mêrên vê malê didine lêkirinê. [790 mete_labirent] Bi gotineke din, mêrên ku ji vê malê radibin, nanê xwe ji keviran derdixin. [791 mete_labirent] Lê wek ku xwendevan jî pê dizane, ev hevoka ha bi gelek aliyên xwe yên negatîv, bêhneke metelokî jî dide. [792 mete_labirent] »Nanê xwe ji kêvir derdixin« tê maneyeke din jî: bi çi awayî dibe bila bibe, ew ji heq xwe derdikeve. [793 mete_labirent] Lê awayê ku di gundê me de li ser vê malê tê gotinê ew e ku ev mala ha bi virekiyê, bi fesadiyê, bi dekûdolaban ciyê xwe çêdikin û ku biqewume nangermiyê dikin û karê xwe li hev tînin. [794 mete_labirent] Di van salên dawîn de şêniyên gundê me di dewsa peyva nangermiyê de, gotineke din bi kar tînin û dibêjin: quzekiyê dikin. [795 mete_labirent] Li gor gotinên salmezinên gundê me, dibêjin ev mala ha ji berê de wusa ye. [796 mete_labirent] Wê çaxê jî meriv têdigêhîje ku ev xwiyê mezinên vê malê herdem weke mîras ji zarokên wan re dimîne. [797 mete_labirent] Ev xwiyê wan ne tê kirînê, ne tê firotinê û ne jî tê guhertinê. [798 mete_labirent] Di roja îroyîn de jî sermiyanê vê malê merivekî bi bejneke bilind, simbêleke sor û gir e. [799 mete_labirent] Şêniyên gundê me navê Simbêlboq li vî zatî kirine. [800 mete_labirent] Dema ku kincan li xwe dike û di kuçên gundê me de dimeşe, tirsek dikeve dilê meriv. [801 mete_labirent] Lê şêniyên gundê me baş pê dizanin ku bi vê simbêlê, bi vê bejnê bizdonekekî wekî wî li dunyayê jî peyda nabe. [802 mete_labirent] Li gor gotina gundiyekî me, ev zatê ha di şerekî gundê me û gundekî cîran de li paş zinarekî mezin xewirîye. [803 mete_labirent] Loma di nava malên gundê me de pê henekan dikin û dibêjin: [804 mete_labirent] Divê meriv bejn û simbêla simbêlboq pêşanî dijminan bide û bi şûn de vekişîne. [805 mete_labirent] Lê pirî caran jin û bi taybetî jî jinên gundê me dilên xwe li tîpên weha datînin. [806 mete_labirent] Ev zatê ha, bi gotina gundiyên me, Simbêlboq, xwediyê du jinan e û her jinek jî bi rengekî ye; jê yek kej û ya din jî bi rengekî reş î naxoş e, ji van reşên ku... na, nabe ku ez bi lêv bikim. [807 mete_labirent] Hejmara zarokên Simbêlboq... ez pê nizanim. [808 mete_labirent] Ji xwe ne ewqas girîng e jî. [809 mete_labirent] Ya girîng ev e ku meriv bizani be di roja îroyîn de ji van herdu rengan gelek zarok li hewşa mala Simbêlboq hene û weke genim û garis, meriv dikane van zarokan ji hev derxîne. [810 mete_labirent] Ji bilî van herdu helalên xwe, Simbêlboq bi çend jinebiyên gundê me re jî li ba dikeve. [811 mete_labirent] Xêr û guneh li hustuyê şêniyên gundê me, lê ev heşaşiyên Simbêlboq bi awakî wusa têne gotinê ku ji romanên heşaşiyê jî bêtir bala merivan dikêşînin. [812 mete_labirent] Gelek caran pê dan zanîn, ew ji vê rewşa wî haydar kirin û jê re gotin: [813 mete_labirent] Wext bêwext neçe malên jinebiyan, navnotî ê bi pey te bikeve. [814 mete_labirent] Lê di her careke weha de jî wî li wan vegerand û got: [815 mete_labirent] Bila tiştekî xirab neyê ser hişê we, ez diçim alîkariya wan dikim û ji wan re êzingan hûr dikim. [816 mete_labirent] Lê bi çend rojan beriya nuha di kadîna mala jinebiyekê de hate girtin û ji dêla ve ku dîsa çêlî hûrkirina êzingan bike, rabû li riya helaliya vê yekê geriya û ew jinebiya ha ji xwe re xwest. [817 mete_labirent] Li gor gumanên şêniyên gundê me, li gel van hersê jinên xwe jî çavên Simbêlboq dîsa li der e. [818 mete_labirent] Li gor xwiyê xwe yên taybetî, xwendayên xortên gundê me navek li vê malê kirine. [819 mete_labirent] Dibêjin: mala donjuan. [820 mete_labirent] Xort û xwendayên gundê me, ji kubariya xwe van peyvikên weha sergirtî an jî biyanî bi kar tînin. [821 mete_labirent] Wusa dikin ku zû bi zû neyê famkirinê. [822 mete_labirent] Lê pirî caran zimanê mezinên şêniyên gundê me van peyvikên sergirtî an jî biyanî nahewînin. [823 mete_labirent] Pêşiyê wan rengdêreke wusa vekirî wusa vekirî bi kar hanîn ku anuha ez nikanim bi lêv bikim. [824 mete_labirent] Lê anuha hinekî nerm kirine an jî guhertine û dibêjin: mala doxînsistan. [825 mete_labirent] Ev rengdêra ha ji rengdêra donjuaniyê çêtir dixuye û baştir jî li ciyê xwe rûdine. [826 mete_labirent] Ji ber ku ne tenê mêrên vê malê, herweha jin û keçên vê malê jî weha ne. [827 mete_labirent] Ev serê demekê ye ku dibêjin berzewaca keça mala doxînsistan başwala li hewşê rûdine, dawa xwe di ser çoga xwe de diqelibîne û dest bi şûştina kincan dike. [828 mete_labirent] Xêr û guneh li hustuyê wan lê... dibêjin, ev keça mala Simbêlboq ji piya jî mîza xwe kiriye. [829 mete_labirent] U ji ber vê yekê ye ku gelek xort û naşiyên gundê me wext bêwext riya xwe bi vê hewşa mala Simbêlboq î gundiyê me dixin û bi ava gunehkariyê çavên xwe dişon. [830 mete_labirent] MAL: [831 mete_labirent] Li jêra vê malê jî bi hewşeke fere maleke mezin heye. [832 mete_labirent] Di nava malên gundê me de mala herî mezin û fere bêguman ev mala ha ye. [833 mete_labirent] Ev mala bi qasî sî û sê serî şêniyên xwe hene. [834 mete_labirent] Di her rojên Xwedê de têrek arvan di hewşa vê malê de dibe hevîr û li ser sêlê dibe nan. [835 mete_labirent] Dema ku meriv dibîne di vê hewşê de amadeyiyên şîvê çêdibin, meriv dibê qeyê mewlûdek an jî şahiyek heye. [836 mete_labirent] Lê ne wusa ye. [837 mete_labirent] Ev nan û ev şîva ha ji bo van sî û sê serî endamên vê malê ne. [838 mete_labirent] Piçûk û mezinên endamên vê malê di nav hev de bi tiştekî seyr bi hev ve hatine girêdanê. [839 mete_labirent] Ne kesek û ne jî tiştekî din dikane wan ji hev dûrxîne... na tenê tiştek... tenê tiştek dikane wan ji hev veqetîne û ew jî mirina bi destê Xwedê ye. [840 mete_labirent] Di xortaniya xwe de Kûpo î mezinê vê malê jî ev yeka ha ji herdu birayên xwe yên piçûk re gotibû bû... goti bû: [841 mete_labirent] Heta mirinê jî em ê bi hev re bimînin û bijîn. [842 mete_labirent] Ji wê rojê û vir de ye ku ev hersê birayên şîrpak tev jin û zarokên xwe hemû jî di vê malê de li ser hev in. [843 mete_labirent] Ji bilî wan keçên ku ji vê malê û di vê malê de dibine jin, ew keçên ku ji derve jî tên û li vê malê dibine jin, êdî nikanin ji vê malê derkevin. [844 mete_labirent] Bi gotineke din, mîna mêşa ku bikeve kûpê dimsê û pê ve bimîne, keça ku li vê mala Kûpo bibe jin êdî heta mirinê li vir e. [845 mete_labirent] Ev tişta di vê malê de bûye rêdarek û dimeşe. [846 mete_labirent] Ji ber vê yekê keçên ji vê malê hertim çavlider in, hêviya mêrekî derveyî malê dikin. [847 mete_labirent] Lewra ew dizanin... dizanin ku ew carekê keçaniya xwe li vê malê bi pismamekî xwe re kevin bikin, mana wê ew e ku ew ê heta mirinê jî di vê malê de bimînin. [848 mete_labirent] Bi qasî sal û nîvekê beriya nuha ji birayên Kûpo, yê navîn dimire. [849 mete_labirent] Ne girîng e ku ji ber çi, lê Kûpo û Çavbeloq î birayê xwe yê piçûk li ser jin û namûsa birayê xwe î rihmetî dipeyivin û bi hev dişêwirin. [850 mete_labirent] Ji bo ku namûsa wan nekeve ber destên xelkê, Çavbeloq pêşniyarekê davêje ber birayê xwe î Kûpo û jê re dibê: [851 mete_labirent] Bila bi biraziyê min re... em bi lawê te re bizewucînin. [852 mete_labirent] Herçiqas salê biraziyê min hîn ne bûye sêzdeh... lê xem nake. [853 mete_labirent] Kûpo î mezinê malê daxwazeke din ji Çavbeloq dike û pê dide zanîn ku ew bi jina birayê xwe î rihmetî re bizewuce. [854 mete_labirent] Bi qasî salekê beriya nuha Kûpo î mezinê malê jina birayê xwe î rihmetî li Çavbeloq î birayê xwe î piçûk helal kir. [855 mete_labirent] Wî ev yeka kir lê mîna ku Xwedê ji wan re bibêje hûn çewtiyekê dikin, çar meh berê jî Çavbeloq î birayê Kûpo mir. [856 mete_labirent] Helal û heramiya vê yekê, ew êdî Xwedê pê dizane, lê di roja îroyîn de herdu jinbirayên Kûpo di vê malê de bi wî mane. [857 mete_labirent] Heta nuha jî li ser vê yekê şirovên şêniyên gundê me belav ne bûne. [858 mete_labirent] MAL: [859 mete_labirent] Ku meriv di vê şîpa malên gundê me de ber bi jêr bimeşin, li rojavayê jêra gundê me xaniyekî din î li ser du qatan heye. [860 mete_labirent] Ev xaniyê ha mala Hecî Nîvçe î dikandarê gundê me ye. [861 mete_labirent] Ji bilî vê dikana Hecî Nîvçe jî, di roja îroyîn de dikan an jî çerçiyê gundê me tunene. [862 mete_labirent] Dikan an jî dikandar hene ku piştî demekê wenda dikin, an jî karên wan li hev tên, bi ser dikevin û demên dewlemendiyê bi wan ve xuya dibin. [863 mete_labirent] Lê ev dikan an jî Hecî Nîvçe î dikandarê gundê me ne wusa ye. [864 mete_labirent] Bandora enflasyon û develuasiyonên herî xurt jî lê nabe. [865 mete_labirent] Ji xwe tiştên ku dikandarê me difiroşe jî ne ewqas gelek in. [866 mete_labirent] ku ne ji du sê zarokên nerind be, carina heta sê çar mehan jî ev dikandarê me muşteriyekî li ber derê mala xwe nabîne. [867 mete_labirent] Lê dîsa jî dema ku derzîyek an jî kevirekî çaqmaqan ji yekî re pêwîst bike û biçe li deriyê mala Hecî Nîvçe î dikandarê gundê me bixîne, hûn wê çaxê li serbilindiya wî binêrin! [868 mete_labirent] Xwedêyo, di wê gavê de destê wî di çi karê de dibe bila bibe, ew ê bi bextiyariya dikandarekî mezin wî karê ha ji destê xwe berde, hêdî hêdî ber bi deriyê oda raketinê biçe, derî veke, ji refikek jora caxên nivînan sandoqeke piçûk daxîne xwarê, kilîtên xwe ji ber pişta xwe derxîne û yek bi yek lê biceribîne heta ku yek lê tê. [869 mete_labirent] Pirî caran ew bi xwe jî bi ser ve nabe ku ji kilîtên wî kîjan kilîta vê dikana piçûk e. [870 mete_labirent] Mîna yekî ku nû bi ser fonksiyona peran ve bibe, hertiştî bi peran dipîve û ji bo hertiştî peran dixwaze. [871 mete_labirent] Ji bo wî ne girîng e ku pereyekî pir an jî hindik e. [872 mete_labirent] Çi mezin çi piçûk, pere pere ne ji bo wî. [873 mete_labirent] Firqûz û nerindên (firqûz û nerindên gundê me pir in.) gundê me bi vî xwî û tevgera Hecî Nîvçe dizanin. [874 mete_labirent] Dema ku dibînin nîr û halet li ser piyê wî ye ew ê biçe cot, an jî das û werîs li ser pişta kerê şidandiye û ew ê biçe çilo, wê çaxê... a wê çaxê ji van firqûzên gundê me yek radibe heta axpîna paş malan bi pey Hecî Nîvçe dikeve û pê dide zanîn ku dixwaze kevirekî çaqmaqan bikire. [875 mete_labirent] Bêyê ku bibêje na, Hecî Nîvçe ê xwe ji karê xwe bike, vegere malê, biçe ber wê sandoqa xwe ya piçûk û kevirekî çaqmaqan bifiroşe vî firqûzî. [876 mete_labirent] Tew hinek nerindên wusa hene ku dibêjin bila ew jî bi deyn be û dixwazin vî deynê xwe heta demên bênderan bidin sekinandinê. [877 mete_labirent] Lê dîsa jî Hecî Nîvçe ne li dilê xwe digire û ne jî bêhna xwe teng dike. [878 mete_labirent] Tenê di ber xwe de: [879 mete_labirent] Na, dibêje, ez li ser sonda xwe me, bi deyn nadim. [880 mete_labirent] Deyn nexşên bêyomiyê ye! [881 mete_labirent] Lê ku meriv ji Hecî Nîvçe bipirse û bibêje, çawa rengê bêyomiyê ye, wê çaxê ew ê ji we re serpêhatiyeke weha bi lêv bike: [882 mete_labirent] » Li gor danezana termînalên otobûsên hecacan, diviya bû ez jî wê rojê saet di nehê sibê de li bajêr li ber termînalê bûyama. [883 mete_labirent] Ez wê sibê rabûm ku di wextê de biçim ser rê, dest li temafîlekê bilind bikim û xwe bigêhînim termînala hecacan. [884 mete_labirent] Kesên ku bi min re rast dibûn, li axpîna paş malan min xatir ji wan xwest. [885 mete_labirent] A hemû jî sax in û pê dizanin. [886 mete_labirent] Beriya ku xwe bigêhînim ser rê, min bihîst ku ji paş ve dengek li min bilind dibe. [887 mete_labirent] Li paş xwe zivirîm ku ev xortê mala Zîpo bi pey min ketiye. [888 mete_labirent] Xwedê jê re nehêle, firqûz!... Lê vegeriyam û min gotê: [889 mete_labirent] Te xêr e?... [890 mete_labirent] Bi min da zanîn ku dixwaze kevirê çaqmaqan bikire. [891 mete_labirent] Lava kir, li ber min geriya û got: [892 mete_labirent] Xwedê heca te qebûl bike, hecî!... ku ez anuha peyda nekim, heta ku tu vegerî jî ez ê bê kevir û bê çaqmaq bimînim, hecî... [893 mete_labirent] Min dilê wî ne şikand. [894 mete_labirent] Ji wir, ji nêzîkî rêya temafîlan ez û wî... em bi lez vegeriyan gund. [895 mete_labirent] Li malê, li ber sandoqa tiştan, min kevirê çaqmaqan derxist û dan xort... du lib xwestin... û dû re vegeriya ser min, bi hustuxwarî ji min pirsî ka bi deyn dibe an nabe. [896 mete_labirent] Dibe, nabe. [897 mete_labirent] Ev du peyvikên ha di navîna min wî de çûn û hatin. [898 mete_labirent] Min çêyîyek pê kir û gote wî: [899 mete_labirent] Baş e, heta ku ez vegerim... [900 mete_labirent] Min dîsa da ser rê û ez çûm. [901 mete_labirent] Lê heta ku min xwe dîsa gihand ser rê, temafîlên sibê ne ma bûn. [902 mete_labirent] Li taştiya temafîlek hat, min destê xwe lê rakir, ne sekinî. [903 mete_labirent] Ji şeytanî re wê rojê temafîl dagirtî bû. [904 mete_labirent] Cî tune bû. [905 mete_labirent] Li jora temafîlê jî gelek meriv rûnişti bûn. [906 mete_labirent] ku bisekiniya min ê jî li jora temafîlê xwe bi derekê ve bizeliqanda, lê ne sekinî. [907 mete_labirent] Taştiya şikiya, yeke din hat. [908 mete_labirent] Sekinî. [909 mete_labirent] Ez lê siwar bûm. [910 mete_labirent] Lê heta bajêr jî ez bi tirs bûm, tirsa ku ez ê ji refê hecacan bimînim. [911 mete_labirent] Li termînalê tirsa min hate serê min. [912 mete_labirent] Ez jê mam. [913 mete_labirent] Karmendên termînalê bi min dan zanînê ku ew ê min bişînin termînala bajarekî biyanî. [914 mete_labirent] Min nêhirî ku nabe. [915 mete_labirent] Ne ziman û ne jî hogir... bi hêrs û xemgînî ez vegeriyam gund...« [916 mete_labirent] Ev sonda ha, li payîza sala çûyî, wê rojê, li axpîna paş malên gundê me, li pêş çavên şêniyan ji devê Hecî Nîvçe derketiye. [917 mete_labirent] Sonda ku bi deyn tiştan nafiroşe. [918 mete_labirent] Ü ev navê hecîtiya nîvçe jî şêniyên gundê me wê rojê, li wê axpînê bi vî dikandarê gundê me ve kirine. [919 mete_labirent] MAL: [920 mete_labirent] Li perê rohilatî gundê me li hêla jorîn xaniyekî nizim heye. [921 mete_labirent] Dîwarê pêşîn î ku li gund mêze dike, bi qasî çar mîtroyan ji erdê bilind e û paşiya xênî jî bi qasî çend bihustan ji riya paş malê bilindtir e. [922 mete_labirent] Di navbera xênî û goristanê de ev riya piçûk tenê heye. [923 mete_labirent] Dema ku meriv di deriyê hewşa vê malê re derbasî hêla hundur bibin, li piştî pencera odê seriyekî rût ê bi ber çavên meriv bikeve. [924 mete_labirent] Ev serê rût serê Cefto î gundiyê me ye. [925 mete_labirent] Hertim perçek kaxiz, defter an jî pirtûkek di dest de ye û li ber vê pencerê rûniştî ye. [926 mete_labirent] Di rojên şil û tarî de li hêla hundur e, di rojên germ û ronahî de jî li hêla der e. [927 mete_labirent] Di hêla hundur de, di dîwarê ber sekûka xwe de refikeke piçûk çêkiriye, pirtûk û ew hemû kaxizên xwe yên ku têne xwendinê li vir dihewîne. [928 mete_labirent] Piraniya pirtûkên wî ji van çîrokên oldariyê ne: Weke Rustemê Zal, Heretî Elî û Kerbela, Hêzên veşartî, Hunera Fal û Şirovên Xewnan... çi dibe bila bibe, di gundê me de yekî ku xwediyê refikeke pirtûkxane be, ew jî Cefto ye. [929 mete_labirent] Her gava ku wext lê were û guhdarekî peyda bike, wê çaxê ji guhdarê xwe re ji van pirtûkan yekî dixwîne. [930 mete_labirent] Di xwendina her hevokekî de jî bi qasî sê çar hevokan şirove dike, dîtinên xwe bi lêv dike ku baş têkeve serê guhdarê wî. [931 mete_labirent] Di her rojên Xwedê de du sê xortên gundê me li hewşa mala Cefto peyda dibin, bi bêjingan nokên sipî, çortan û toraqê dikişînin mala wî, daxwaz û şewata dilên xwe jê re vedikin, vedikin ku Cefto jî bi hunera xwe û van pirtûkan bersiva agirê evîna dilê wan bide û çareser bike. [932 mete_labirent] Pirî caran xortên gundê me diçin ba Cefto, gilî û gazineke (gilî û gazinên hemû xortên gundê me, kêm zêde wek hev in.) weha dikin: [933 mete_labirent] Ez wekî dînekî ji keçikê hez dikim, lê ew tew li min jî mêze nake. [934 mete_labirent] Ez çi bikim? [935 mete_labirent] Wê çaxê jî Cefto î gundiyê me bi tevgereke ilimdarane pirtûkekê ji refika xwe ya dîwêr dadixîne, dixwîne û dibêje: [936 mete_labirent] Biçe weha bike: Çel lib baqlên hişk peyda bike. [937 mete_labirent] Li ser deh libên wan Ya Hennán binivisîne. [938 mete_labirent] Li ser deh libên din Ya Mennán, li ser deh libên mayî Ya Deyyán û li ser deh libên dawîn jî Ya Sultán binivisîne. [939 mete_labirent] Dû re yek bi yek li ser her libeke baqle Amener Resûlu’yê bixwîne û bavêje na-va agir. [940 mete_labirent] Dema ku tu davêjî nava êgir jî divê tu lava bikî û bibêjî: »Filankesa keça bêvankesê weke van baqlên ha ji evîna min bişewite.« Ü piştî viya jî divê sê Îhlás û sê silawat were xwendin. [941 mete_labirent] Heta ku ev çel lib baqlên ha di agir de bişewite, ew keçika te, ew ê jî ji evîna te bibe weke dînekê. [942 mete_labirent] Ji bo xatirê ku li gundê me baqle peyda nabin, li gor meziniya ilmê xwe Cefto î gundiyê me alternatîfeke din dide ber xortên gundê me û dibê: [943 mete_labirent] An jî vê lavayê bike: »Ya Kavî, ya Gánî, ya Alî, ya Velî, ya Azîz, ya Rahîm, ya Rab, ya Zu’l- Celal, zu’l Mecîd, fa’al lemma yezîd. [944 mete_labirent] Bîlheqqî áhîyyen bîrahmetîke ya Erhamurrahimîn.« Di ser tiştekî xwarinê de, di ser gul an jî destmalekê de vê lavayê bixwîne û pifî bike. [945 mete_labirent] Dû re vî tiştê xwarinê bi keçikê bide xwarin, wê gulê an jî wê destmalê bide bînkirin. [946 mete_labirent] A wê çaxê ew keçika ê xwe bide aliyê te û ji te hez bike. [947 mete_labirent] Ji ber vê meziniya ilimdariya Cefto î gundiyê me ne tenê xortên gundê me, hemû şêniyên me jî rûmeteke pêwîst didine wî. [948 mete_labirent] Bi taybetî dema ku li ser xewn û vê pirtûka Şirovên Xewnan dipeyive, herkes dixwaze guhdariya wî bike. [949 mete_labirent] Lê piştî navnotiyeke bêyom hertişt serûbinî dibe û Cefto î gundiyê me ji vê rûmeta xwe dikeve. [950 mete_labirent] Di roja îroyîn de di nava gundê me de navek jî bi pey xistine û dibêjin: [951 mete_labirent] Ew jî doxînsistekî miriyê jinan e! [952 mete_labirent] Xêr û guneh li hustuyê wan be, dibêjin di şirova xewna jinebiyekê de destê xwe havêtiye pêsîrên wê û bi vî rengî gelek gotinên naxoş li nava gund belav dibe. [953 mete_labirent] Jinebiya ku çûye ba wî, bi awakî kurt û sergirtî pê daye zanîn ku di xewnê de nerindekî destê xwe havêtiye wê. [954 mete_labirent] Cefto î gundiyê me jî di ser pirtûka xwe ya Şirovên Xewnan de xwar bûye, ji rûpeleke wê hinek tişt xwendiye û dû re gotiye: [955 mete_labirent] Wî nerindî, destdirêjiya kuderê te kir? [956 mete_labirent] Jinebiyê hinekî şerm kiriye, serê xwe xistiye ber xwe, bêyî ku li ruyê Cefto binêre, herdu destên xwe ber bi pêsîrên xwe bilind kiriye û gotiye: [957 mete_labirent] Dest havête pêsîrên min. [958 mete_labirent] Cefto careke din di ser pirtûkê de xwar bûye û gotiye: [959 mete_labirent] Destekî xwe, an herdu destên xwe havêtin te? [960 mete_labirent] Jinebiyê bi ruyekî soromoro gotiye: [961 mete_labirent] Pêşiyê destekî xwe... destekî xwe ber bi min dirêj kir û dû re jî herdu destên xwe... Cefto î gundiyê me hilmeke din di ser pirtûkê de xwar bûye, ponijiye û li jinebiyê vegerandiye: [962 mete_labirent] Ma te ne kir ku... tu xwe ji ber wan destên nerind biparêzî?... te xwe venekişand?... [963 mete_labirent] Ji şermesariyê dev li jinebiyê hatiye girêdan û deng jê derneketiye. [964 mete_labirent] Cefto pirsa xwe dubare kiriye û gotiye: [965 mete_labirent] Ma... te hewar ne kir?... Te ne kir qîreqîr?... Bi ruyekî şermok û dengekî nizim jinebiyê di ber xwe de: [966 mete_labirent] Na, gotiye, nayê bîra min... [967 mete_labirent] Cefto rûpela pirtûkê lê qulipandiye, ji wê rûpelê jî çend rêzik xwendiye, dû re li ruyê jinebiyê nêhiriye û gotiye: [968 mete_labirent] Qêrîn û hewara di xewnê de ne tiştekî baş e, ne xêr e... lê dîsa jî bîne bîra xwe ka di wê gavê de te çi kir. [969 mete_labirent] Em bibêjin ku anuha tu di xewnekê de ye û wî nerindî jî... a wî jî wusa destên xwe ber bi pêsîrên te dirêj kiriye... [970 mete_labirent] Bi van gotinên xwe re Cefto î gundiyê me pêşiyê mîna xewgerekî her-du destên xwe ber bi pêsîrên jinebiyê dirêj kiriye, dû re hustuyê xwe ber bi ruyê jinebiyê dirêj kiriye, paşîngê jî xwe dirêj kiriye, jinebî dirêj kiriye... Gerçî di nava şêniyên gundê me de tê gotin ku Cefto î gundiyê me hîn gelek tiştên din jî dirêj kiriye, lê em dirêj nekin. [971 mete_labirent] Em kurt bibirin û bibêjin... îro jî dema gundiyekî me dibîne ku Cefto li paş an jî li pêş wê pencerê perçekek kaxiz dixwîne, di dilê xwe de an jî bi dizî weha dibêje: [972 mete_labirent] Dîsa dixwîne... weke kewekî dixwîne û li bendî nêçira xwe ye. [973 mete_labirent] MAL: [974 mete_labirent] Li pêşiya vê mala Cefto maleke din heye. [975 mete_labirent] Maleke nexşîn e... na! [976 mete_labirent] Mala şeytên e... na, ew jî nine!... rawestin ez ji serî de kat bikim û êdî hûn bi xwe navekî li vê malê bikin. [977 mete_labirent] Ji ber ku li ser vê yekê şêniyên gundê me jî li hev ne kirine. [978 mete_labirent] Xwedê yek e, lê ev mala ha bi sê kesan e. [979 mete_labirent] Jin û mêrekî gundî. [980 mete_labirent] Ji bilî keçeke salbuhurî û ji çavekî xwe kwîr zarokên wan tune. [981 mete_labirent] Lê dîsa jî şêniyên gundê me naxwazin an jî newêrin bi vê malê re têkevin têkiliyên germ. [982 mete_labirent] Maleke bêyom e, dibêjin û xwe ji vê malê didin hev. [983 mete_labirent] Êdî baweriyeke wusa li gundiyên me çêbûye ku silav û serlêdaneke li vê malê, pevçûn e, mirin e. [984 mete_labirent] Ji ber vê baweriya xwe heta ku ji şêniyên gundê me tê, ew ji xêr û şerê vê malê direvin û: [985 mete_labirent] ku ne ji bo wan cejnerojên pîrozwer be kesek naçe mala Fistûj, dibêjin. [986 mete_labirent] Sedemê vê tirs û vê baweriyê çîrokek dirêj e. [987 mete_labirent] Rasterast bi qasî jiya vê yekçava keça mala Fistûj dirêj e. [988 mete_labirent] Li gor ku tê gotinê, di wan deman de jina Fistûj bi vê keça xwe nexweş bûye. [989 mete_labirent] Rojekê li hênikayiya eywana mala xwe, li ser sekûkê di xew de bûye. [990 mete_labirent] Fistûj jî li hêla der li hewşê xerîkî karekî bûye. [991 mete_labirent] A di wê gavê de giriyê zarokekî sawa ji aliyê hundur ketiye guhê Fistûj. [992 mete_labirent] Bi kêfa ku ew ê bibe bav, Fistûj beziyaye ber sekûka eywanê, bi dilpekî destê xwe li çîpên jina xwe pelandiye, lê tiştekî sawa ne dîtiye. [993 mete_labirent] A wê çaxê Fistûj têgêhîştiye ku zaroka wan di zikê diya xwe de giriyaye. [994 mete_labirent] Şêniyên gundê me bi vê yekê bawer ne kirine û gotine: Ev tiştekî seyr û dûrî aqilan e! [995 mete_labirent] Lê dû re rastî bûyereke seyrtir hatine. [996 mete_labirent] Piştî demekê ji mala Fistûj re ev keçika bûye. [997 mete_labirent] Rojekê jineke cîran çûye mala Fistûj ku şûjinekê deyn bike. [998 mete_labirent] Jina Fistûj rabûye qul ne maye li şûjina malê geriyaye lê ne dîtiye. [999 mete_labirent] Bi hêrs û gotin nalet li çavên Şeytên haniye û dû re vegeriyaye ser jinika cîran û: [1000 mete_labirent] » Ez şûjinê nabînim.« gotiye. [1001 mete_labirent] A di wê gavê de vê keça mala Fistûj di pêçekiya xwe ya çelrojî de: » Şûjin li ber çavika kewara garis e.« gotiye. [1002 mete_labirent] Paşîngê nêhirîne ku bi rastî jî şûjin li wir bûye. [1003 mete_labirent] Ku di wê gavê de vê jinika cîran jî ev gotinên pêçeka mala Fistûj ne bihîsta, gundiyên me ê dîsa bawer nekirana. [1004 mete_labirent] Lê ji wê rojê û vir de dibêjin: »Ev mala ha aliyekî xwe î tarî û veşartî heye, bêyom e, çifta vê malê li merivan dikeve, li gundê me dikeve.« Li gor gotinên gundiyên me, ne carek û ne dudu, her mal û her bereke gundê me di nav xwe de li ser vê yekê sekinîne, li ser ketine ramanên têvel û bi hev şêwirîne, dû re gelek caran bi baldarî ceribandine ku ev baweriya wan rast derketiye... rast derketiye ku mala Fistûj nîşaneke bêyomiyê ye. [1005 mete_labirent] Di van ceribandinan de cara herî xirab jî li ber mizgefta gund bûye. [1006 mete_labirent] Şêniyên gundê me li ber mizgeftê gihîştine hev ku vatiniya xwe ya olî bi cî bînin. [1007 mete_labirent] Li vir çend xortên mereqdar dîtine ku Fistûj î gundiyê me jî ber bi mala Xwedê tê. [1008 mete_labirent] Xortan peyva xwe yek kirine ku bêyomiya Fistûj û mala wî bipîvin. [1009 mete_labirent] Fistûj hatiye û weke şêniyên mayî ew jî li bendî wexta limêja îniyê sekinîye. [1010 mete_labirent] Xwedê dizane bê çima, lê di vê navberê de ji van xortên mereqdar yek keniyaye û ji bo ku kenê wî bala kesekî nekişîne, li saeta xwe nêhiriye û di ber xwe de gotiye: [1011 mete_labirent] Ev bimbareka wextê jî ewqas dereng ket! [1012 mete_labirent] Ji şeytanî re ev dengê ha li guhê gundiyê me î sofî Kurmî ketiye, bi enirîn li xwediyê deng mêze kiriye û gotiye: [1013 mete_labirent] Tiştê ku me ne bihîsti bû jî me bihîst. [1014 mete_labirent] Ev çi firqûzî ye, gidî!... Qaşo misilman e, ho!... Xort î xwediyê saetê bi pişirîn li sofî Kurmî nêhirîye û gotiye: [1015 mete_labirent] Ne misilman im, lê ez çi me, sofî Kurmî? [1016 mete_labirent] Sofî Kurmî destê xwe ber bi xort hejandiye û gotiye: [1017 mete_labirent] Tu qeşmer î û ne tiştekî din!... Divê meriv suxre neke! [1018 mete_labirent] Limêja îniyê divê di wexta xwe de bibe!... Qeşmer li ber van gotinan danexwariye û gotiye: [1019 mete_labirent] Ê erê baş e... tu limêja xwe di wexta xwe de bike, sofî Kurmî!... ma kê xwe daye pêşiya te û wextê, malxirab!... Sofî Kurmî hêrs bûye, rabûye ser xwe û gotiye: [1020 mete_labirent] Malxirab tu û heft sed bavê xwe ne, qeşmer! [1021 mete_labirent] Dengê sofî Kurmî bilind bûye û hemû misilmanên li ber vî deriyê mala Xwedê jî ketine navîna wan. [1022 mete_labirent] Lê sofî Kurmî û wî Qeşmerî her xwe rakişandine hev û peyvên xirab ji hev re gotine. [1023 mete_labirent] Dû re pevçûn feretir bûye, ji herdu seriyan alîgir derketine rastê û kevir li hev rakirine. [1024 mete_labirent] Pîştî ku çend xêrxwazan xwe havêtine bextê wan û li ber geriyane, ev naxoşiya ha jî rabûye. [1025 mete_labirent] Dû re... dû re jî şêniyên gundê me li ser vê pevçûnê peyivîne, şêwirîne û mêze kirine ku êdî nabe. [1026 mete_labirent] Di dawiya dawîn de rabûne rasterast ji Fistûj re gotine: [1027 mete_labirent] Heyran, ji bona Xwedê, ji bona silametiya gundê me nekeve nava civatên gund, aliyekî te î cinî û şeytanî heye ku te bi xwe jî hay jê nîne. [1028 mete_labirent] Ji wê rojê û pêve hemû gundiyên me li dijî mala Fistûj gotinên xwe yek kirine û bi yek zimanî dipeyivin. [1029 mete_labirent] Ne tenê mêr, jinên gundê me jî rika xwe li jin û keça malê girêdane û: [1030 mete_labirent] Çavên wan xirab in, dibêjin. [1031 mete_labirent] Dema ku keç û jina Fistûj î gundiyê me di kuçên gund de dimeşin, jin û bûkên gundê me zarokên xwe didine kêleka xwe û ji van çavên xirab disitirînin. [1032 mete_labirent] Lê dîsa jî mala Fistûj van gotinên gundiyan li xwe nagirin, bêhna xwe teng nakin û xewên şevan li xwe naherimînin. [1033 mete_labirent] Tenê şevekê... ji şevan şevtariyeke buhara navîn e. [1034 mete_labirent] Mîna ku zinarên mezin di ser banên xaniyên gund de gindor bibin, şîrqîn û gurmîna birûskan e û ji asimanan serjêrî xwarê dibin. [1035 mete_labirent] Di her carên weha de şêniyên ku vê şevê payî ne, dibînin bê çawa xanî dihejin. [1036 mete_labirent] Ji van şêniyên ku di vê şevê de payî ne, jê yek jî ev Fistûj î gundiyê me ye. [1037 mete_labirent] Di nava nivînan de çavên wî li pencera xênî ye. [1038 mete_labirent] Carina ew awurên wî di pencerê re ber bi asimanan bilind û di ewrên reştarî de wenda dibin. [1039 mete_labirent] Ü ji nişka ve bi qasî hezar û yek werîsekî tîrêjeke xurt ji wan bilindiyên asimanan dadikeve xwarê. [1040 mete_labirent] Çavên herî saxlem jî li ber van tîrêjan reş dibin û lîlik pê dikevin. [1041 mete_labirent] Fistûj î gundiyê me bi gunehweşîn radibe, lampê vêdixe, tev lampê ber bi axoyê malê diçe ku hespê xwe alif bike. [1042 mete_labirent] Bi vekirina deriyê axo re li ser pişta hespê xwe î tazî siwarekî sipî dibîne. [1043 mete_labirent] Siwarekî bê dest û bê serî mîna telpekî ewrê sipî ye. [1044 mete_labirent] Tirsek li Fistûj çêdibe, bi mitûmatî çavên xwe dikute ku têbigêhîje ka ew kî û çi ye li ser pişta hespê wî. [1045 mete_labirent] Ronahiya lampa di dest de siyekê ji hespê wî çêdike û li dîwarê hember raber dide. [1046 mete_labirent] Li gel ku siya hespê li dîwêr mezintir jî xuya dike, lê siya wî siwarê sipî tuneye. [1047 mete_labirent] Pêşiyê di dilê xwe de: »Ev ruhekî asimanî ye, lewra siya ruhên asimanî tune.« dibêje, dû re tavilê dikeve dudiliyeke din û dîsa xwe bi xwe dibê: »Çavên min êdî pîr bûne û ev tenê li ber çavên min wusa xuyaye.« Lê li vir mîna ku ji gewriyeke zengalî derkeve, dengekî nîvçe û bi xîzexîz li guhên wî dikeve. [1048 mete_labirent] »Ma tu ji vê dunyayê têr ne bûyî?« [1049 mete_labirent] Mîna ku heta nuha pirseke weha ji xwe ne kiri be, tirseke bêyom digire ser laşê Fistûj î gundiyê me. [1050 mete_labirent] Dev û lêvên wî hişk dibin, dixwaze bi gavekê zûtir ji tirsa hundurê xwe, ji bêdengiya axo û ji wî siwarê sipî bi şûn de bireve. [1051 mete_labirent] Dema ku xwe digêhîne ser nivînên xwe birûskeke tava îşevîn dîsa vedide, hundurê odê rohnî dibe û di vê navberê de ruyê Pîrosa jina xwe jî dibîne. [1052 mete_labirent] Hêdîka li kêleka wê rûdine, destê xwe li tengala wê dipelîne û bi dengekî tevlihev dibê: [1053 mete_labirent] Ra... Pîr... ca rabe Pîros... [1054 mete_labirent] Pîrosa pîrejin radibe, bi çavên serxew Fistûj î mêrê xwe û lampa di destê wî de dibîne. [1055 mete_labirent] Her cara ku birûsk vedide û hundurê odê bi rengekî zîvîn rohnî dike, Pîrosa pîrejin baştir dibîne bê serçavê mêrê wê çiqasî zuwa û tirsdar e. [1056 mete_labirent] Piştî ku Fistûj ji wê re çêlî axo û wî siwarê sipî dike, nîvtirs û nîvmereqî li Pîrosa pîrejin jî çêdibe. [1057 mete_labirent] Ji bo ku tirsa di dilên xwe de siviktir bikin, diçin hêla eywanê Sosina keça xwe jî ji xew şiyar dikin ku bi hev re biçine axo. [1058 mete_labirent] Hersê endamê vê malê bi tirs û mereq ber bi axo diçin. [1059 mete_labirent] Deriyê axo hîn jî vekirî ye. [1060 mete_labirent] Hesp li ciyê xwe î berê ye, lê ne tiştekî seyr û ne jî siwarekî sipî. [1061 mete_labirent] Nêzîkî hespê nabin. [1062 mete_labirent] Ji dûr ve li ber deriyê axo Fistûj ji Sosina keça xwe û Pîrosa jina xwe re qal dike, lampa di destê xwe de di ser serê xwe re bilind dike û bi destê din jî nîgara wî siwarê sipî dike. [1063 mete_labirent] Lê ew tiştê ku wî dîti bû û dixwest bibêje, anuha bûye weke derewekê û li wir tune. [1064 mete_labirent] Fistûj î gundiyê me piştî wê şevê du rojên din jî li ser lingan digere. [1065 mete_labirent] Gundî û cîranên ku bêdil rastî wî tên, ew vê bûyera ha ji wan re jî bi lêv dike. [1066 mete_labirent] Lê kesek guhê xwe nade wî. [1067 mete_labirent] Roja sisiyan Fistûj î gundiyê me biryara xwe dide, ji nişka ve dikeve nivînan û mirinê dipê. [1068 mete_labirent] Ev bûyera wî di kuçên gund de deng dide û li gel bêyomiya vê malê jî, pêşiyê derûcîran û dû re jî şêniyên gundê me li paş serê wî dicivin ser hev û dibên: [1069 mete_labirent] Rabe ser xwe Fistûj, mirin ji te dûr e! [1070 mete_labirent] Lê mîna ku ji xwe re kiri be rik û bixwaze rojekê zûtir ji vê dunyayê bar bike: [1071 mete_labirent] Na, dibêje, mirina min ne dûr e. [1072 mete_labirent] Erê dereke min nayêşe û ez ne nexweş im jî... lê ez mirina xwe dibînim. [1073 mete_labirent] Dibînim ku weke tirêjeke rengîn carina tê serlêdana min, xwe berdide nava laşê min û wê çaxê jî sivik û sivik dibim. [1074 mete_labirent] Bi vî awayî pencera oda Fistûj î gundiyê me du caran tarî û du caran rohnî dibe. [1075 mete_labirent] Şêniyên gund bi wî de dikevin û dibên: [1076 mete_labirent] Rabe ser xwe, li ber Xwedê asê nebe! [1077 mete_labirent] Lê ev gotinên gundiyan nikane wî ji nava nivînan rake. [1078 mete_labirent] Tenê di demên limêj û xwarina xwe de radibe, banî Xwedê dike, dixwe, vedixwe û dîsa dikeve wan nivînên xwe. [1079 mete_labirent] Mîna ku bibêjin, ev ne yê mirinê ye, piştî sê rojan şêniyên gund li paş serê Fistûj kêm dibin û ji bilî jin û keça wî kesek li ber serê wî namîne. [1080 mete_labirent] Lê beriya ku tariya şeva çaran li Fistûj î gundiyê me rohnî bibe, jin û keça wî têdigêhîjin û dibînin ku rewşa wî ne baş e. [1081 mete_labirent] Dibînin bê çawa lêhêfa ser xwe hildavêje, diqîre û li cin û şeytanan hêrs dibe. [1082 mete_labirent] Yekçava Sosina keça wî dilezîne û hewarê digêhîne cîranan. [1083 mete_labirent] Cîranên herî nêzîk tenê xwe digêhînin ser û dibînin. [1084 mete_labirent] Ew jî dibînin bê çawa li şeytên hêrs dibe û dibêje: [1085 mete_labirent] Doqoyê kwîr!... bihêle ez bi rihetî bimirim! [1086 mete_labirent] Xwe ji ser riya mirina min bide alî!... Dû re vedigere ser kevnejina xwe û jê re dibê: [1087 mete_labirent] Va ez ê biçim, Pîros, min hêvî heye ku tu jî zû bidî pey min. [1088 mete_labirent] Sibê dema ku şêniyên gundê me mirina Fistûj dibîhisin, li ber dikevin û ditirsin. [1089 mete_labirent] Di nav xwe de dipeyivin û xwe bi xwe dibêjin: »Mirineke weha bêsedem û bêwext!« Piştî ku Fistûj dikine erdê û vedigerin, li gor berbora gundê me tên sê roj û sê şevan li mala Fistûj î rihmetî radibin û rûdinin. [1090 mete_labirent] Çay li ser çayê germ dibe, bêjingek titûn tê kişandin. [1091 mete_labirent] Di rabûn û rûniştina xwe de çêlî başî û rindiyên Fistûj dikin. [1092 mete_labirent] Mîna ku newêrin li paş yekî mirî bipeyivin, ji şêniyên gund kesek nebaşiyên Fistûj bi lêv nake, nabêjin ku merivekî bêyom bû û xwe jê dûrdixistin. [1093 mete_labirent] Di vê rabûn û rûniştinê de çêlî kêfxweşiya xwe jî nakin. [1094 mete_labirent] Lê dîsa jî di kuçan de gelek şêniyên gundê me vê mirina Fistûj bi kêfxweşî ji hev re kat dikin. [1095 mete_labirent] Kat dikin ku herweha ji bêyomiyekê pak bûne, ji sosirmetekê filitîne. [1096 mete_labirent] Piştî van sê rojên sersaxiya li mala Fistûj, Pîrosa jina wî tîne wan nivînên Fistûj dîsa li dewsa berê radixe û vê carê jî ew dikeve nava wan. [1097 mete_labirent] Ji malên gund jin û bûkên ku hîn xerîkî alîkariya şîna mala wan e, pêşiyê dibêjin qeyê ji hatûçûya mêvanên sersaxiyê westiyaye. [1098 mete_labirent] Lê dû re têdigêhîjin ku Pîros xanim jî li ser wesîyetnama mêrê xwe ketiye nivînan û ew jî çêlî mirina xwe dike. [1099 mete_labirent] Vê carê jî jin û bûkên gund li paş serê wê xwe davêjine bextê wê û dibêjin: [1100 mete_labirent] Wusa neke, Pîros! [1101 mete_labirent] Fistûj î rihmetî jî bi henekan mirin hanî ber derê xwe. [1102 mete_labirent] We bi henekan mirin kişand ber derê xwe... Şerm e, gidî! [1103 mete_labirent] Lê Pîros xanima jina Fistûj î rihmetî ne ji van gotinan şerm dike û ne jî ji van gotinan ditirse. [1104 mete_labirent] Ew weke xwe dike û dibêje: [1105 mete_labirent] Hûn çi dibêjin, bibêjin... lê wexta mirina min jî hatiye... şikir ji [1106 mete_labirent] Xwedê re, min jî têra xwe li vê dunyayê xwe kevin kir. [1107 mete_labirent] Bi van gotinên xwe re bi çavekî şil li keça xwe dinêre, dibê: [1108 mete_labirent] Lê heyfa min bi Sosina keça min tê... kêm e... heta vî salî jî kesekî ew ne xwestiye... ji vir û weha bixwazin jî ew ê têkeve ber destan... berdestî çetin e... hêviya min ji Rebbê alemê heye ku ew jî bide pey me û nekeve ber destan!... [1109 mete_labirent] Li vir jinên gundiyên me dibînin bê Sosina yekçav û sîsale çawa xwe davêje ser nivînên diya xwe, digirî û dibê: [1110 mete_labirent] Bi destê min bigire û min jî bi xwe re bibe, dayê! [1111 mete_labirent] Min bi tenê nehêle, dayê!... [1112 mete_labirent] Şêniyên ku dû re bi vê bûyerê, bi van gotinan dihesin, dîsa hinek dikenin, hinek jî ditirsin û di navîna xwe de dibêjin: [1113 mete_labirent] Fistûj î mêrê wê jî bi vî awayî keti bû nîvînan û çêlî mirinê dikir. [1114 mete_labirent] Ne dûrî aqilan e ku ev jinika ha jî bide pey wî. [1115 mete_labirent] Gotinên gundiyên me rast derdikevin. [1116 mete_labirent] Heyştek di ser Pîrosa pîrejin re derbas nabe, mirina wê jî di nava gund de deng dide. [1117 mete_labirent] Li ser vê yekê şêniyên gundê me êdî bi tevgerên vê malê nakenin. [1118 mete_labirent] Tirsek dadikve ser gundê me û weke siyeke bêyom di nava şêniyan de digere. [1119 mete_labirent] Piştî ku cendekê Pîrosa pîrejin jî li goristanê, di ber gorna mêrê wê de tê veşartin, jinên gundê me wan nivînan ji mala Fistûj radikin û dibin di mizgefta gundê me de datînin. [1120 mete_labirent] Wusa dikin ku Sosina keça malê jî nekeve wan nivînan. [1121 mete_labirent] Lê hîn di roja pêşîn de Sosina yekçav li quncikekî mala bavê xwe tiştekî li xwe dipêçe û ranabe. [1122 mete_labirent] Nan û av di gewriya wê de naçe û dibê: [1123 mete_labirent] Nan û ava ku li vê dunyayê di gewriya min de çû, têra min dike. [1124 mete_labirent] Ev bûyera dramîk di kuçên gund de li hev digere, di demeke kurt de di derî û rojinan re dikeve hundurê malên gundê me û di devê şêniyên gundê me de dibe benîşt. [1125 mete_labirent] Dîtinên seyda û feqiyên gundê me dibin du beş û dikevin pêsîrên hev. [1126 mete_labirent] Gelek şirove derdikevin. [1127 mete_labirent] Hinek dibêjin: [1128 mete_labirent] Ev mala ha maleke şeytanî ye. [1129 mete_labirent] Ev gotinên ha Şeytan bi wan dide gotinê. [1130 mete_labirent] Gotin û tevgerên weha gunehkarî ye, asêbûn e... asêbûna li ber Xwedê ye. [1131 mete_labirent] Hinek jî dibêjin: [1132 mete_labirent] Na, ev mala ha maleke asimanî ye ku Xwedê daye gundê me, gotin û tevgerên weha nexşîn in, merivên ku bi mirina xwe dizanin, ne merivên pûç û vala ne. [1133 mete_labirent] Lê şirovên gundiyên me çi dibin, bila bibin, mirin carekê ketiye vê malê, hêlîn girêdaye û êdî zû bi zû dernakeve. [1134 mete_labirent] Heta ku Sosina yekçav jî ji vê malê, ji vî gundî û ji vê dunyayê bar dike, mirin ji vê malê dernakeve. [1135 mete_labirent] Di navbera bîst û yek rojan de sê gornên bi xweliyên nû li berwarê goristana gundê me di ber hev de, bi destên şêniyên gundê me têne kolandin. [1136 mete_labirent] Îro li ser mirinên endamên vê malê baweriyên gundiyên me bûne du beş. [1137 mete_labirent] Li gor baweriyên beşa yekem: ne tenê li gundê me, dibe ku li dunyayê jî êdî maleke weha seyr û şeytanî peyda nebe. [1138 mete_labirent] Lê beşa din jî di wê baweriyê de ye ku: ev mala ha, maleke nexşîn e, maleke pîrozwer e. [1139 mete_labirent] Di roja îroyîn de xulfek jî di ber kêlên van hersê gornan de kirine xwarê, paç û potik pê ve girêdane, şilkî û şîvên miriyên xwe jî li ser gornên vê malê li zarokan belav dikin. [1140 mete_labirent] MAL: [1141 mete_labirent] Bi qasî sed gavan ji vê malê û ber bi jêr, li ber coya kaniya gundê me mala serbilindekî gundê me heye. [1142 mete_labirent] Ev serbilindiya ha ji ber karmendiya lawê wî ye. [1143 mete_labirent] Lê beriya ku meriv çêlî vê serbilindiyê bikin, divê meriv bibêjin ku di van salên dawîn de êdî gundê me jî bi dunya û alemê dide zanîn ku merivên xwenda û karmend ji şêniyên vir jî derdikevin. [1144 mete_labirent] Tev herduyên îsalîn ev dibe mamostê şeşan ku ji gundê me derdikevin. [1145 mete_labirent] Karmendekî postexana bajêr jî ji gundê me ye. [1146 mete_labirent] Ji aliyê leşgerî de jî ji gundê me merivên girîng derketine. [1147 mete_labirent] Du efser. [1148 mete_labirent] Efserekî hewayî û yekî deryayî. [1149 mete_labirent] Lê mixabin piştî ku kesên girîng ji nav şêniyên gundê me derdikevin êdî meriv wan nabînin. [1150 mete_labirent] Weke berûya ku ji îşkena xwe bikeve û dû re li vê îşkena xwe xwedê dernekeve, ev girîngên gundê me jî li gund venagerin û qîma xwe bi şêniyên gundê me nayinin. [1151 mete_labirent] Li bajêr silavê li şêniyan nakin. [1152 mete_labirent] Tenê efserê deryayî carina tê gund. [1153 mete_labirent] Ji ber vê yekê ji gundiyên me hinek dibêjin di ser vî ciwamêrî de nayê şikandin û hinek jî li hember derdikevin û dibêjin: [1154 mete_labirent] Na!... û serê wî jî tê şikandin! [1155 mete_labirent] Belê, ev gotina ha di şerekî ava coya pîvazan de ji devê gundiyekî me hate gotinê. [1156 mete_labirent] Li ser dora ava pîvazan gundiyekî me û ev mala bavê efserê deryayî bi hev ketin. [1157 mete_labirent] Efserê deryayî bi kincên hukumatê ve beziya axpîna pîvazan û ew jî beşdarî şer bû. [1158 mete_labirent] Xuya bû gundiyê me ji kincên hukumatê çavtirsiyayî bû û pêşiyê li ber geriya û gotê: [1159 mete_labirent] Qaşo tu efserê deryayî ye, ma tu ji kincên xwe yên fermayî jî şerm nakî! [1160 mete_labirent] Lê efserê deryayî bi tevgereke bêşerm bi gundî da zanînê ku ew ê çavê wî derxîne. [1161 mete_labirent] Jina gundiyê me di hewara mêrê xwe de hat û bi dengekî cîrcîrokî di ser efserê deryayî de kire qêrîn: [1162 mete_labirent] Merivê ku bi kincên hukumatê dakeve kadînan, ji pevçûna ava pîvazan jî şerm nake! [1163 mete_labirent] De qeyê anuha dê û bavê wî jî kêfa xwe tînin û dibêjin: me law heye! [1164 mete_labirent] Ji wê rojê û vir de ye ku ew bûyera efserê me î deryayî û kadînê, di nava şêniyên gundê me de bi deng û rengekî çîrokane tê gotinê. [1165 mete_labirent] Lê dîsa jî serbilindiya bavê efserê me î deryayî nayê pîvanê. [1166 mete_labirent] MAL: [1167 mete_labirent] Li hêla jêrîn, li perê rohilatî gundê me maleke rengîn heye. [1168 mete_labirent] Maleke rengîn, lê ji bo ku çewt neyê famkirin, divê were gotin ku ne mal, endamên vê malê bi xwe rengîn in. [1169 mete_labirent] Serqisê: Sermiyanê malê merivekî li dor salên çel û çaran e, bi bejn û baleke lihev û xwediyê riyekî sor e. [1170 mete_labirent] Şêniyên gundê me bi navê Rîsor banî wî dikin. [1171 mete_labirent] Rîsor î gundiyê me bavê şeş zarokan e. [1172 mete_labirent] Lê ew bi xwe wusa nabêje. [1173 mete_labirent] Li gor gotina wî, ew bavê şeş parsûyên xwar e. [1174 mete_labirent] Lewra ev her şeş zarokên wî jî keç in. [1175 mete_labirent] Dibêjin ku di her çêbûna zarokeke xwe de li ber Xwedê geriyaye, limêj û silawtên zêde kiriye ku Xwedê lawekî bide wî. [1176 mete_labirent] Lê wusa xuyaye ku ne dengê wî çûye Xwedê û ne jî limêj û silawatên zêde pere kiriye. [1177 mete_labirent] Di her bûyîna zarokekî de keçeke xweşik jê re çêbûye. [1178 mete_labirent] Di her carên weha de jî destê xwe di riyê xwe î sor re daye, asê bûye û gotiye: [1179 mete_labirent] Xwedê bi min re ketiye qayişê!... [1180 mete_labirent] Heta nuha jî bi daxwazeke weha sal li wî buhurîne û hemû keçên wî jî mezin bûne. [1181 mete_labirent] Keça mezin dibe bîst, dibe bîst û çar û yên mayî jî li pey wê bilind dibin. [1182 mete_labirent] (ku kêmasiyeke xwe tune bin, keçên gundê me heta salên weha bilind li mala bavê xwe nahewin.) hemû jî ji hev xweşiktir in. [1183 mete_labirent] Bejnên wan dirêj, porên wan sor û çavên wan bi rengekî kespikî ne. [1184 mete_labirent] Li gel vê xweşikiya xwe jî bavê xwe bi tenê nahêlin û di her warî de jê re dibin alîkar. [1185 mete_labirent] Pirî caran karên mêran jî dikin, lê dîsa jî di dilê bavê wan de ew ciyê lawan nagirin. [1186 mete_labirent] Gelek caran xwazgînî li mala Rîsor dibine mêvan û keçên wî dixwazin. [1187 mete_labirent] Lê mîna ku Rîsor î gundiyê me li ser vê yekê di roja rojîn de biryara xwe dabe. [1188 mete_labirent] Biryara xwe dabe ku ew van keçên xwe nede mêr û hertim jî dibêje, na. [1189 mete_labirent] Ev tevgera Rîsor î gundiyê me tirsekê dixe dilên keçên wî. [1190 mete_labirent] Di şevbuhurkên malê de keçik dikevine galgalên dildariyê, çêlî zewac daxwaza dilên xwe dikin, dildarên xwe ji hev re bi lêv dikin. [1191 mete_labirent] Dema baş têdigêhîjin ku bavên wan ji ya xwe danakeve, xwe davêjin bextê diya xwe, bi wê dişêwirin û alîkariya dêyeke diltenik dixwazin. [1192 mete_labirent] Dayika diltenik di ber rewşa van keçên xwe de dişewite, bi şev û roj dide ber hev dide ser hev, bi Rîsor î bavên wan re dipeyive, lê carekê jî dilê wî nerm nabe û hertim dibê: [1193 mete_labirent] Ez keçên xwe dernaxim! [1194 mete_labirent] Hêviya keçikan namîne. [1195 mete_labirent] Bi hev re dûrûdirêj dipeyivin û peyva xwe yek dikin. [1196 mete_labirent] Ji rojan rojeke buhara pêşîn keça mezin ji pincarê venagere malê. [1197 mete_labirent] Rîsor î gundiyê me diqahire, hêrs dibe, di ser keçên mayî de dike birebir û hêrsa xwe li wan dide der. [1198 mete_labirent] Jina wî li ber digere û pê dide zanîn ku ew dilê xwe fere bike, tiştekî weha ne tiştekî dûrî aqilan e, keçik berzewac bûye, xwestiye bibe jin. [1199 mete_labirent] Lê Rîsor î gundiyê me li jina xwe jî hêrs dibe û dibê: [1200 mete_labirent] Ma min ne digot?... min ji te re ne digot ku gotina... gotina ku dibê: jin parsûya xwar, rûreşiya dê û bavan e... rasterast ji bona mala me hatiye gotin!.. [1201 mete_labirent] Rîsor dide ser şopa keça xwe ku bizani be ka daye pey kê. [1202 mete_labirent] Heta ku ciyê keça xwe ya mezin bi cî dike, keçeke wî ya din jî ji malê dûrdikeve. [1203 mete_labirent] Ev tevgera keça wî ya duyemîn ji hêrs û tetirxaniyê bêtir, şermeke mezin li Rîsor çêdike. [1204 mete_labirent] Şêniyên gund têne mala wî, navbîniyê dikin ku dozê safî bikin. [1205 mete_labirent] Lê Rîsor î gundiyê me xwe nade ber vê yekê û dibê: [1206 mete_labirent] Ez dozê safî nakim û êdî nadim pey wan jî... Şeytan bi wan re be! [1207 mete_labirent] Piştî çend rojan Şeytan dikeve destên du keçên wî yên din û bi hev re ji ber çavan wenda dibin. [1208 mete_labirent] Vê carê cot bi cot diçin. [1209 mete_labirent] Rîsor î gundiyê me êdî nola berê hêrs nabe, tenê ji ber van tevgerên keçên xwe şerm dike, dernakeve nav gundiyan. [1210 mete_labirent] Dev ji limêjên îniyan jî berdide. [1211 mete_labirent] Di mal de diqirqile, difikire û carina xwe bi xwe dike pilepil û dibêje: [1212 mete_labirent] Bi kêmanî divê ez van herdu keçên xwe yên mayî bizewucînim... ez ê bi def û bilûreke mezin derxînim... Wusa bikim ku vê rûreşiya mala xwe bi vî awayî pak bikim. [1213 mete_labirent] Lê Rîsor î gundiyê me pêre nagêhîne. [1214 mete_labirent] Mîna ku ev herdu keçên piçûk jî ji xwengên xwe yên mezin hêz û şîret girti bin, di navîna heyştekî de ew jî wenda dibin. [1215 mete_labirent] Piştî çûyîna van hemû keçên xwe, carina difikire ku dade darê tivingê û bi pey bênamûsên mêrên keçên xwe bikeve. [1216 mete_labirent] Lê dû re biryara xwe dide û xwe bi xwe dibê: »Jin ne ew tişt e ku meriv ji bo wan mêrên bênamûs jî bikujin.« Mîna ku êdî Rîsor î gundiyê me hînî vê yekê bibe tew xwe nalivîne. [1217 mete_labirent] Dernakeve der, heta ku jê tê xwe ji şêniyên gundê me jî dûrdixe. [1218 mete_labirent] Çêlî keçên xwe nake. [1219 mete_labirent] Tenê tiştekî dike. [1220 mete_labirent] Dema ku di oda mala xwe de bi tenê dimîne, bi hêrs riyê xwe dikişîne û serê xwe li dîwaran dixîne. [1221 mete_labirent] MAL: [1222 mete_labirent] Ku meriv di ber vê malê re ber bi jêr bi qasî çar werîsên din jî bimeşin, li perê derveyî gund, (şêniyên gundê me dibêjin: ji xêra Xwedê re li perê derveyî gund e.) li ser piyê çepê, ji du textên sikincê ew ê deriyekî reşotankî bi ber çavên meriv bikeve. [1223 mete_labirent] Ev derî, deriyê mala Gendo ye. [1224 mete_labirent] Bi vekirina vî deriyî re bêhneke seyr, bêhneke laboratuarî ê li firnikên pozê meriv venişe. [1225 mete_labirent] Bi gotineke din, bêhna tirşî, meşkên helisî, postên xwêkirî, bêhna mûyê kizirî, bêhna qoç û hestiyên şewitî, bêhna hûr û serûpê... Ca bifikirin ev hemû bêhnên ha li nav hev bikeve, ew ê bêhneke çawa jê derkeve! [1226 mete_labirent] Şêniyên gundê me bi vê bêhnê dizanin. [1227 mete_labirent] Dizanin ku weke viya bêhneke din jî li ruyê dunyayê peyda nabe. [1228 mete_labirent] Serqisê, ku meriv ser û çavên gundiyekî me bi şareke reş bipêçe, girêde, li hespekî siwar bike, bigerîne, bigerîne, bigerîne û dû re bîne li hewşa mala Gendo dawestîne, ew ê tavilê têderxe ku li hewşa mala kê ye. [1229 mete_labirent] Li eywana vê malê, di nava vê bêhnê de hertim beroşeke mezin li ser argûn e û bi tiştekî dikele. [1230 mete_labirent] Ü bêguman hertim jî heskeke darîn di destê Tûsika jina Gendo de ye û vê beroşê tev dide. [1231 mete_labirent] Ku xwarina di hundurê beroşê de li gor dilê Şepal î kûçikê wan be, ew ê jî were xwe li kêleka argûn bavêje erdê, herdu lingên xwe yên pêşîn ber bi pêş ramedîne, serê xwe bide ser û bipê. [1232 mete_labirent] Dema ku hesk di beroşê de dibe, guhên vî kûçikî jî bel dibin, serê xwe radike, pozê xwe ber bi heskê tûjikî dike û dixwaze beriya Tûsikê ew biçêje. [1233 mete_labirent] A di wê gavê de heska di destê Tûsika jina Gendo de bilind dibe û li serê vî kûçikî dikeve. [1234 mete_labirent] Şepalê reben bi tevgereke tawanbar dîsa serê xwe datîne ser lingên xwe yên pêşîn û dipê. [1235 mete_labirent] Mîna ku li zarokekî çilek hêrs bibe, Tûsika jina Gendo jî di ber xwe de di ser Şepal de digine, divine: [1236 mete_labirent] Pîrato, pîrato!... te hesk heripald!... pa tu likalî hilekî sepir bikî!... dibêje û bi wê heskê dîsa xwarina di beroşê de tev dide. [1237 mete_labirent] Ji şêniyên gundê me dema ku yek ji şêla jin, keç an jî bûka xwe ne razî be, dibêjin: [1238 mete_labirent] Şêla te weke şêla pozxetimiya Tûsika jina Gendo ye! [1239 mete_labirent] Sal duwanzdeh mehên Xwedê pozê Tûsikê tijî ye, xetimandî ye. [1240 mete_labirent] Di peyivîna xwe de tîpa m û n li devereke pozê wê asê dibe, tîpa m weke dengê tîpa p û tîpa n jî weke dengê tîpa l derdikeve. [1241 mete_labirent] MAL: [1242 mete_labirent] Di nava zikê gund de li paş mizgefta mala Xwedê, mala malmezinê gundê me heye. [1243 mete_labirent] Lê ne nuha... malmeziniya vê malê rengdêreke demên kevin e êdî. [1244 mete_labirent] Di demên kevin de şêniyên gundê me qedir û rûmeteke mezin nîşanê vê malê dane. [1245 mete_labirent] Xwediyê erd, rez, pez û şivan bûye. [1246 mete_labirent] Gotin hatiye ser gotinê, divê meriv viya jî bidine zanîn ku di nava şêniyên gundê me de baweriyeke wusa heye ku dibêjin: li gundê me merivekî baqil di dawiya dawîn de dîn dibe, merivekî ji Xwedê re piştî demekê dixerife û li hemberî Xwedê asê dibe, merivekî dewlemend xizan dikeve... [1247 mete_labirent] Rastî û çewtiya vê baweriyê bila di gundê me de bimîne, lê ev malmeziniya mala malmezinê gundê me jî piştî demekê wenda bûye. [1248 mete_labirent] Zarokên ku ji vê malê rabûne, di roja îroyîn de her yek bi xwî û aqilekî ne. [1249 mete_labirent] Belengaz, şerpeze, xizan ketine. [1250 mete_labirent] Ji bilî vê rengdêra pûç û vala tiştekî xwe tunene. [1251 mete_labirent] Bi vê êş û dijwariyê diqepijin... êş û dijwariya malmeziniyê. [1252 mete_labirent] Ji vê rengdêrê şerm dikin. [1253 mete_labirent] ku ji destê wan were, çi piçûk çi mezin hemû jî ew ê bixwazin di roj û danekî de ji vê rengdêra kambax pak bibin. [1254 mete_labirent] Lê ji destê wan nayê, rengdêra malmeziniyê li wan bûye gûyekî hişk û zû bi zû jê pak nabin. [1255 mete_labirent] Şêniyên gundê me nefspiçûkiya xwe didomînin û hîn jî vê malê bi navê malmeziniyê bi lêv dikin. [1256 mete_labirent] Dema ku mêvanekî Xwedê an jî şevderekî çolan li gundê me dihewe, pêşiyê rêya mala malmezinê gund dipirsin. [1257 mete_labirent] Li gundê me tew jî ne şerm e ku meriv ji maleke malmezinan daxwaza xwarin û vexwarinekê bikin. [1258 mete_labirent] Ji ber vê yekê pirî caran şêniyên gundê me jî bêşerm daxwaza vê yekê dikin. [1259 mete_labirent] Di her demên weha de, bi gotineke din dema ku mêvanek li vê malê dihewe, di wê gavê dest û lingên malmezinê gundê me li hev digere, dişîne nav malan weke hêk, arvan, rûn û pincarê dide deynkirin ku bi serbilindiya malmezinekî mêvanê xwe bi rê bike. [1260 mete_labirent] Lê piştî ku bi serbilindî mêvanên xwe bi rê dike, a wê çaxê hûn rewşa malmezinê mêrê malê bibînin! [1261 mete_labirent] Hûn bibînin bê çi dike! [1262 mete_labirent] Ma çi nake ku!... [1263 mete_labirent] bêhna wî teng dibe, birûyên wî dikeve nava çavan, mêşeke bi dîwêr ve dike sedem ku bi jina xwe ve pevçine, li zarokên xwe hêrs dibe. [1264 mete_labirent] Lê şêniyên gundê me bi vê bêhntengiya wî dizanin. [1265 mete_labirent] Bi taybetî jî dema ku birûyên wî dikevine nava çavên wî, wê çaxê şêniyên gundê me dizanin ku tiştekî çawa qewumîye. [1266 mete_labirent] Di dest de têdigêhîjin ku wê rojê an jî wê şevê mêvanekî gundê me hatiye û çûye. [1267 mete_labirent] Ca bifikirin ku!... piştî malmeziniya demekê meriv biçe ber deriyê şivan an jî destirmanekî mala bavê xwe û jê têreke garis, an jî meşkek dew bixwaze!... Ji bo zarokên malmezinekî êşeke gelekî giran e ku ew şivan an jî destirmanê ha jî jê re bibêje: [1268 mete_labirent] Baş e, mîrê min, ez dikanim bidim lê... lê tu ê bikanî bî kengî li min vegerînî? [1269 mete_labirent] Xwedê bi wan re be!... Lê ev rewşa malmazinê gundê me di nava şêniyên gundê me de bi gelek babetan şirove dibe. [1270 mete_labirent] Hinek dibêjin, Xwedê çiyê dibîne û berfê lê dibarîne. [1271 mete_labirent] Hinek dibêjin, ji ber nifirên xêrnexwazên şêniyên gundê me ye. [1272 mete_labirent] Hinek jî dibêjin, ji kêmaqiliya wan e. [1273 mete_labirent] MAL: [1274 mete_labirent] Li jêra vê malê jî, mala destirmanekî mala malmezinê gundê me heye. [1275 mete_labirent] Lê ev jî ne nuha, weke ku hat gotin, ew demek bû û buhurî. [1276 mete_labirent] Merivekî şêrîn, şorgerm, nefspiçûk e. [1277 mete_labirent] Rewşa wî ya îro ne weke berê xirab e, bi gotineke din, di roja îroyîn de di nava malên gundê me de dewlemendekî destê duduyan e. [1278 mete_labirent] Lê wek ku dibêjin, xwiyê şîrî heta pîrî ye. [1279 mete_labirent] Ew jî hîn ji tunebûnê ditirse, carina bêyî daxwaza xwe dikeve rewşeke çikosiyê û bi vê tevgera xwe, di nava malên gundê me de weke çilkeke reş e. [1280 mete_labirent] Gerçî çikosiya hemû malên gundê me jî heye, lê dîsa jî... dîsa jî dema ku qereçî têne gundê me, hemû malên gundê me jî van qereçiyan dihewînin û wan xwedî dikin. [1281 mete_labirent] An jî parsekek li deriyekî malên gundê me bixin, bêguman bi destên vala venagere. [1282 mete_labirent] Lê ev mala ha ne wusa ye. [1283 mete_labirent] Dema ku qereçî têne vê malê, zarokên vê malê dikin ku ew tiştekî ji qereçiyan bigirên. [1284 mete_labirent] Di şevên îniyan de şîva miriyan dernaxînin, dema ku jina gavanê me diçe şîva gavanan, ew dibêjin, du kufte zêde ne û yek jî hindik e. [1285 mete_labirent] Her weha kuftekê bi du ciyan dikin û yek û nîvê didine mala gavanê gundê me. [1286 mete_labirent] MAL: [1287 mete_labirent] Li taxa jêra gundê me maleke din... şêniyên gundê me dibêjin, Mala Medikê û Xwedê dizane di nava malên gundê me de ev mala ha tenê bi navê jina malê bi lêv dibe. [1288 mete_labirent] Ne ku di vê malê de mêr tune ye, na. [1289 mete_labirent] Mêr jî heye. [1290 mete_labirent] Bi navê Rîço mêrekî bi bejneke jar û dirêj, bi pozekî piçûk î sorikî heye. [1291 mete_labirent] Dema ku dipeyive jî dengekî zirav, dengekî mîna dengê jineke sermagirtî ji poz û gewriya wî derdikeve. [1292 mete_labirent] Ji ber vî dengê xwe pirî caran şerm dike û di civatên şêniyên gundê me de napeyive. [1293 mete_labirent] Gundiyên me, bi taybetî jî mêrên gundê me: [1294 mete_labirent] Rîço î gundiyê me bêdeng e, dibêjin. [1295 mete_labirent] Lê ne wusa ye. [1296 mete_labirent] ku meriv rojekê guhê xwe li peyivîna wî û jinekê ragire, meriv ê bibêje ku zimandirêjtirîn jineke dunyayê jî li ber vî Rîço î gundiyê me solan rast dike. [1297 mete_labirent] Meriv ê tiştekî din jî bibêje... meriv ê bibêje ku Xwedê di kar û hunera xwe de tenê li ser çêkirina Rîço î gundiyê me poşman bûye, pêşiyê xwestiye jinekê ava bike, dû re di gava dawîn de jî poşman bûye û hinek tiştên mêraniyê lê reşandiye. [1298 mete_labirent] Bi gotineke din, simbêl û ew hemû pirça ku Xwedê weke nîşana mêraniyê bi meriv ve dizeliqîne... ku ne ji wê jî be, tiştekî wî û mêraniyê (li gel zewaceke heft salan jî Rîço î gundiyê me bi zarokekî şa ne bûye.) bi hev nakeve. [1299 mete_labirent] Peyivîneke jinane, xwiyekî jinane, ken û henekên jinane, dil û tevgereke jinane... mafê xwendevanan heye ku bibêje: ma ev hemû tiştên jinane çawa ne? [1300 mete_labirent] Serqisê, em ji kar dest pê bikin. [1301 mete_labirent] Rîço diçe sergînan. [1302 mete_labirent] Bi lepan dikeve rêxê û tar û tepikan çêdike. [1303 mete_labirent] Piştîyan hildigire. [1304 mete_labirent] Diçe pincarê. [1305 mete_labirent] Diçe bîr û kaniyê û bi du satilan avê dikêşîne. [1306 mete_labirent] Di riya avê de mîna jinên mereqdar li ber her jinekê disekine û bi wan re dipeyive. [1307 mete_labirent] Di peyivînê de weke jinan destên xwe di binçengê xwe de li hev siwar dike. [1308 mete_labirent] Bi dengekî zirav dikene û bi kenê xwe re destekî xwe dide ber devê xwe. [1309 mete_labirent] ku mijara ken an jî gotinê hinekî seyr be, (li gor Rîço î gundiyê me hertişt seyr e.) wê çaxê birûyê xwe ber bi jor hildikute, bi dengekî zirav dibêje: [1310 mete_labirent] Hewûûû!... tiştê ku me ne dîti bû jî me dît! [1311 mete_labirent] Ev hevoka jorîn li Rîço î gundiyê me bûye xwî, jê re bûye şiyar û wext bêwext bi kar tîne. [1312 mete_labirent] Bi taybetî jî dema ku bi jinên gundê me re dikeve galegalê. [1313 mete_labirent] ku jineke gundê me pê bide zanîn ku mazî derketine, a wê çaxê ew ê birûyê xwe ber bi jor bike û vê şiyara xwe bibêje. [1314 mete_labirent] Ev şiyara wî di hinek şêniyên me jî geriyaye. [1315 mete_labirent] Ji dêla ve ku şêniyên gundê me navê serjinik li Rîço î gundiyê me bikin, mala wî bi navê jina wî dinavînin û dibêjin: Mala Medikê. [1316 mete_labirent] MAL: [1317 mete_labirent] Li pêşberî vê mala Medikê, maleke din heye. [1318 mete_labirent] Mîna ku ne ji mala Xwedê û ne jî ji mala Şeytên be. [1319 mete_labirent] Maleke bi rengên seyr e. [1320 mete_labirent] Şikebar e. [1321 mete_labirent] Ne tenê ji şêniyên gundê me re, xwe bi xwe jî wusa ne. [1322 mete_labirent] Sermiyana vê malê jinebiyeke ji malmezinan e. [1323 mete_labirent] Lê ji kê dibe bila bibe, ji mala Xwedê be jî, jin, di gundê me de tenê jin e û ne tiştekî din e!... gotina ku dibêje: Şêr şêr e, çi jin e çi mêr e, li gundê me cî jê re tuneye. [1324 mete_labirent] Bi gotineke din li gundê me: şêr şêr e, jin jin e û mêr jî mêr e. [1325 mete_labirent] Ku em vegerin ser sermiyana malê, diya yanzdeh zikan e. [1326 mete_labirent] Her zikek tiştek jê derketiye, rengek jê derketiye. [1327 mete_labirent] ku em bi zarekî din bibêjin, rengên oldar, rengên nerind, rengên firqûz û qeşmer derketine... belê belê... rasterast qeşmer derketine... ku ne wusa be, ma meriv di ser limêjê de... serqisê, diya wan li ser limêjê ye, berê xwe daye kevirê reş û xwe li ber xwar dike... a wê çaxê ev qeşmerê ha ji paş ve fîstanê diya xwe bilind dike, hejekî dide binê wî fîstanê diya xwe... ev diya malmezin êdî ne xwar û ne jî rast dibe. [1328 mete_labirent] Ji ber nexş û rengdêrên endamên vê malê, şêniyên gundê me vê malê bi navê Mala Kulîlkê dinavînin. [1329 mete_labirent] Di ferhenga şêniyên gundê me de gotina Mala Kulîlkê gelek maneyên xwe hene. [1330 mete_labirent] Serqisê, meriv dikane têbigêhîje ku ev mala ha maleke jihevketî ye, ji endamên malê ne bawerî û ne jî haya yekî ji yê din heye, her endamekî malê seriyekî dikişîne û her yek jî bi rengekî ne... [1331 mete_labirent] MAL: [1332 mete_labirent] Li taxa jorîn, li rohilatî oda gundê me, bi qasî çend werîsan ji vê odê dûr, di binê dibistanê de maleke kevin lê bi rengdêreke nû heye. [1333 mete_labirent] Dema ku meriv li ser vê rengdêra nû bihizirin, meriv ê bibêje qeyê ew hemû guhertinên ku di dawiya sedsala bîstan de li dunyayê çêbûne, tenê ji bo vê malê bûne. [1334 mete_labirent] An jî bandora xwe tenê li vê malê kiriye û loma navê berberiyê li vê malê bûye. [1335 mete_labirent] Şêniyên gundê me dibêjin, ji bo ku xwediyê malê di xwestina peran de şerm neke, wî ev navê berberiyê li mala xwe kiriye. [1336 mete_labirent] Ma diket bîra kê ku ji gundê me jî berberiya bi peran derkeve! [1337 mete_labirent] Heta pênc sal berê jî kesên ku karê şe û meqesê ji destên wan dihat, li ber siya dar û dîwaran çog didan erdê, weke vatiniya gundiyekî hêja bê serêş û bê pere serê gundiyên me çêdikirin. [1338 mete_labirent] Tew carina gundiyê me î ku îro navê berberiyê li xwe kiriye, li mala xwe jî serê şêniyên gundê me çêdikir. [1339 mete_labirent] Dema ku meriv diçûn mala wî, bi hurmet û berborên berê xêrhatinî li merivan dikir, çay keremî merivan dikir, por û riyê merivan dihat çêkirin û tew qala peran jî ne dibû. [1340 mete_labirent] Lê wek ku min got, xuyaye guhertinên ku di dunyayê de bûne di gundê me jî geriyaye. [1341 mete_labirent] MAL: [1342 mete_labirent] Li jora taxa jorîn weke gelek avahiyên gundê me xaniyekî din î li ser du qatan heye. [1343 mete_labirent] Ji xwe ji vî xaniyî û ber bi jor jî êdî xanî tunene. [1344 mete_labirent] Dibistana gund heye. [1345 mete_labirent] Ev xaniyê ha mala parêzgerê gundê me ye. [1346 mete_labirent] Heta anuha jî ez bi xwe nizanim bê ev gundiyê me çi diparêze û xwediyê çi vatiniyê ye. [1347 mete_labirent] Tiştê ku ez dizanim di rojên îniyan de piştî ku seyda derdikeve ser banê mizgeftê, bang dike û dadikeve, a wê çaxê ev parêzgerê gundiyê me jî bi pêlikên mizgeftê ve hildikişe jor, li ser banê mizgeftê, ew ciyê ku bi qasekî berê seyda lê sekinî bû û bang dikir, li wir ev gundiyê me î parêzger dest pê dike: [1348 mete_labirent] Kî golikên xwe bêxwedî berdin nav ziyanan, kî hespên xwe bêxwedî berdin mêrgan, ez di... [1349 mete_labirent] Bi dengekî gelekî bilind diqîre, çi çêr û gotinên ku nayêne gotinê parêzgerê gundê me dibêje... dê, jin, xweng çi tê ber devê wî dibêje. [1350 mete_labirent] MAL: [1351 mete_labirent] Li kujekî bakurê gundê me maleke... na ev ne mal e... ne mal e, ne kon e, ne şikeft e... ecêbeke giran e... endamên wê ne ji ademiyan e, ne ji asimaniyan e û ne jî ji cin û pîrebokan e... doxînê di tengala pişta xwe de dişidînin, zikê xwe piçûk dikin... ji bo ku birçî nebin, gûyê xwe nakin... [1352 mete_labirent] Li vî gundî, li nav van malan û bi van şêniyan re ev dibe payîza çaran ku li malbata mamoste Kevanot dibuhure, ji bo ku bi her awayî ji gundiyan re bibe alîkar, kêmasiyên wan rast bike, bi gotin, bi peyv û bi tevgerên xwe ji wan re bibe nimûnegîn, di van sê salan de çi ji destê mamoste Kevanot tê, ew dike. [1353 mete_labirent] Di sê salan de ew guherînên ku natur dikane di daran de, di hespan de, di merivan de bike, bêguman anuha di endamên mala mamoste Kevanot de jî kiriye, serqisê: xwiyê zaroktiyê ji ser Nêrgisa koçer radibe, ruyê wê î gilover li xwe diqelibe û bûkek xweşiktir jê derdikeve, bejnûbala wê tije dibe û dirûvên jineke gîştî pê dikeve, bi kenê xwe, bi henekê xwe, bi şorgermiya xwe, bi tinaz û zimandirêjiya xwe... bi her awayî xwiyên jinên vî gundî digire, ku ji xweşikiya wê ya koçerî jî nebe, meriv têdernaxîne ku jina mamosteyekî ye. [1354 mete_labirent] Tenê bêyomiyek, bêyomiyeke ku pirî caran di serê jinan de tê... ku meriv wê jî nebêje, di van sê salan de jiyana zewacê û mayîna li vî gundî weke dermanekî devê birînê li Nêrgisa koçer hatiye, lê wek ku tê gotin, jiyan serê xwe bixwe!... carina gul e, carina jî dirik e, heta heft meh beriya nuha jî zarok jê re çênabe, ev yeka ha ji bo mamoste Kevanot kêmasî û ji bo wê jî rûreşiyek e, lê li dawiya her tengasiyekê fereyiyek heye, dibêjin, bi rê û şîret, bi gotin û alîkariya jinên gund, Nêrgisa koçer di rojên pîrozwer de şilkiyan çêdike, li ser goristana Mekanê Mala Dînan li zarokên pêxwas û bêkes belav dike, xwe li ser vê goristanê dirêj dike, destê xwe vedigire û banî hemû ruhên pîrozwer dike, banî wan dike ku ev êşa rûreşiyê ji ser rabe û îro, anuha »Şikir ji Xwedê re!« dibêje û xwediyê zikekî heftmehî ye. [1355 mete_labirent] Guherînên ku naturê di van sê salan de li vî gundî li mamoste Kevanot kiriye dewlementir, piralîtir û nexşîntir e, serqisê: xwiyekî seyr lê peyda dibe û li kuderê dibe bila bibe dema ku çûçikek bi ber çavên wî dikeve tavilê hustuyê wî dizivire û li pey dinêre, dema ku di ber an jî binê darekê re derbas dibe bêyî daxwaza wî serê wî ber bi jor bilind dibe û çavên wî li ser pel û giliyan digere, mîna yekî ku êdî ji vî gundî be jiyana gund pê xweş tê, kevnetexsiya ku çê xirab pêwendiyên wî û bajêr çêdikir piştî demekê ew wê jî difiroşe û destê xwe jê dişo, ew du sê nasên ku li bajêr hebûn ew wan jî zû ji bîra dike, çûyîna xwe ya bajêr pêşiyê kêm û dû re jî pir û pir kêm dike, pirî caran ji bo pêwîstiyên dibistanê jî di xwe de nabîne ku biçe bajêr, ji çend îniyan carekê kaxizekê reş dike, dide dest muxtêr an jî gundiyekî jîrtir û pêwîstiyên dibistanê bi vî awayî berteref dike, dema lingên wî bi bajêr jî dikeve mîna ku rêveçûna di kuçên bajêr de ji bîr kiri be weke gundiyên kûvî hertim li paş û pêşiya xwe dinêre, û ne tenê ev, di kirîna tiştan de weke gundiyan dikeve heftûheyştê û bazariyê dike, ku lingên wî bi çayxanekê bikeve bi firefira qumên çaya xwe xelkên li dora xwe nerihet dike, piştî demekê baş pê ewle dibe ku ew lezeta ku li gund digire û pê kêfxweş dibe li bajêr tuneye, loma çûyîna sîname an jî tiyatroyekê tew jî nakeve bîra wî, pirî caran kuçên bajêr lê teng dibe û mîna ku bifetise bêhna wî li ciyên weha nayê der, gelek caran piştî çûyîna xwe ya bajêr nola masiyê ku ava wî were guhertin gêjikî dibe. [1356 mete_labirent] Di van sê salan de bi navê dersa Tarim Bilgisiyê pêşiyê hêleke hewşa dibistanê bi xwendekaran dide kolandin, bîstanê firingî û îsotan lê diçine, li kujekî vê hewşê bi gundiyan axoyekî dide lêkirin, li rasta hewşê jî pûneke fere... weke hemû gundiyan mamoste Kevanot jî êdî dibe xwediyê du serî mange, nogin û parone, pênc mî û bi qasî şêst serî mirîşik, Xwedê dizane ku gelek şêniyên vî gundî jî ewqas heywan tunene, dema ku ji bo ardûyê salê çiyayê gund tê parkirinê, mala mamoste Kevanot jî weke maleke gund xwediyê parekê ye, lewra ew jî êdî weke gundiyekî vî gundî ye, tenê di rojên îniyan de riyê xwe î sor kur dike, mîna ku ne ji bona Xwedê lê tenê ji bona xatirê gundiyan di van rojên pîrozwer de derbasî mala Xwedê dibe û weke hemû gundiyan ew jî xwe rast û xwar dike, nola gundiyan mêşên fetisî ji dîzikên dewên tirş dide alî û bi heskên nîvşewitî vedixwe, bi gundiyan re dipeyive, dikene, bi wan re dilîze, pirî caran bi wan re pevdiçine û dîsa bi wan re li hev tê, beşdarî seremoniya miriyan û xwestina keçan dibe, nola hinek şêniyên gund ew jî çûyîna xwe ya oda gund kêm dike û têkiliyên li nav malan diçêtirîne, weke hemû gundiyan ew jî di gund de ji xwe re xêrxwaz û xêrnexwazan çêdike, ji gundiyekî bêtir dizane ku çend berê gund hene, kîjan mal ji kîjan berê ye, her malek çend kes in, çi kes bi çi xwiyî ye... hemûyî jî baş dizane. [1357 mete_labirent] Lê dîsa jî hinek aliyên wusa veşartî û wusa nixumandî li ba van gundiyan hene ku ne gengaz e mamoste Kevanot pê bizani be û dibe ku ev gundiyên ha bi xwe jî hay ji van aliyên xwe yên sergirtî tune bin. [1358 mete_labirent] Rojên mamoste Kevanot bi vê rewşê û bi vî awayî li vî gundî dibuhure. [1359 mete_labirent] Ber bi êvarê beriya ku mamoste Kevanot zarokan ji dersxanê berde, weke hertim deftereke piçûk ji bêrîka paş pantolê xwe derdixe, lê dinêre û dibê: [1360 mete_labirent] Îro doba... Gurgê û Bodê ye ku dersxanê paqij bikin. [1361 mete_labirent] Demo û Mîro mange û golikan dixine axo... û girêdidin. [1362 mete_labirent] Dilşa û Zoro jî qût davêjine mirîşkan û dikine pûna wan... [1363 mete_labirent] Piştî van gotinên xwe, weke fermandarekî ku leşgerên hêja hilbijêre mamoste Kevanot jî di ser serê hamû zarokan re banî Mem û Beşîr dike, bi dizî, bi pistepist ji wan re jî tiştina kat dike û mîna ku dest bi jiyaneke nû bike, bi kêfxweşî li zarokan vedigere: [1364 mete_labirent] Baş e, dibêje, anuha derkevin û bêdeng biçin. [1365 mete_labirent] Ji bilî Gurgê û Bodê hemû zarok bêdeng ji dibistanê belav dibin, Demo û Mîro berê xwe didine pêşiya naxirê, Mem û Beşîr berê xwe didin Newala Cinan û ji gund derdikevin, Zoro û Dilşa jî berê xwe didine malê ku biçin qûtê mirîşkan bînin, herweha navên ku hatin xwendin weke leşgeran her yek ber bi vatiniyekê dibezin û piştî demên weha vatiniya mamoste Kevanot jî ev e ku dakeve hewşa dibistanê, biçe nav bîstanê xwe û bifîkîne. [1366 mete_labirent] Nêrgisa koçer ji lojmanê derdikeve, ber bi bîstên tê, herdu destên xwe dide binê zikê xwe, bi delalî, delaliya ku ew ê bibe dê bi mêrê xwe dide zanîn ku ew ê heta mala Xanê biçe, mamoste Kevanot jî bi nepixîna bavekî, bi rewşeke bextiyar li zikê jina xwe dinêre: [1367 mete_labirent] Baş e, ji xwe ez ê jî dû re biçim mala Şero, dibêje û di nava bîstên de bi ger fîkandina xwe didomîne. [1368 mete_labirent] Dilşa xwe digêhîne malê û diçe ber kewarê, kewara wan bilind e, çi dike nake nikane xwe bigêhîne jora kewarê ku hinek garis jê derxîne, bi ramanê zarokekê difikire ku girîşê devê çavika kewarê bikişîne û bi vi awayî garis derxîne, wusa jî dike, lê çer ku paç ji devê çavikê dikişîne garis ji kewarê diherike, bi destê xwe î piçûk du sê caran wî girîşî dîsa didewusîne ciyê berê lê bi ser nakeve, nikane devê çevikê bixetimîne, heta ku bi qasî du têran garis li ber çavika kewarê diherike ser hev Dilşa bi çavekî tirsonek û ruhekî gunehkar lê dinêre, bi tepîna dengên lingan re li paş xwe dizivire û li deriyê derve dinêre, bi gupîna dilê wê î piçûk re diya wê dikeve hundur, çer ku dayika wê çav li garisê ber devê çavika kewarê dikeve bêyê ku deng bike satilên avê ji destên xwe datîne, bi hêrs xwe digêhîne vê gunehkara piçûk, bi porçika serê wê digire, ne dibê yek û ne dudu... bi dilekî pêt lêdixe û di ber re jî bi hêrs dibê: [1369 mete_labirent] Ev çi karê te ye! [1370 mete_labirent] Ev çi xax e, xaxcirîn! [1371 mete_labirent] Dîsa çerçî hatiye, ne wusa! [1372 mete_labirent] Tu careke din jî gûyê wusa belav dikî, an ne!... Tu Dilşa î, bi dilê xwe şa ne bî! [1373 mete_labirent] Qîreqîra keçika reben e, di nav lepên diya xwe de digirî, hewar dike û dibê: [1374 mete_labirent] Dako heyran, dako! [1375 mete_labirent] Dayê ez bi gorî, dayê! [1376 mete_labirent] Ez careke din... ax dako! [1377 mete_labirent] Ez carek din tiştekî wusa nakim, dako! [1378 mete_labirent] Dako, serê min dêşe! [1379 mete_labirent] Dako welle... ax! [1380 mete_labirent] Doba min e, loma dako, dako!... [1381 mete_labirent] Diya serhişk û dilhişk bi gavekî lêdana xwe sist dike û di nava giriyekî êşdar de dibihîze ku keçik çêlî dobekê dike, loma dest ji lêdanê berdide, lê dîsa jî bi hêrs dibêje: [1382 mete_labirent] Doba çi, dêlik!.. [1383 mete_labirent] Porçika dêlikê di nava lepên diya wê de bûye weke hola bênderê, bi çavên xwe yên şil û bêguneh hinekî jî bi tirs li ber lingên diya xwe dinêre û dibê: [1384 mete_labirent] Doba min û qûtê mirîşkên mamoste ye, dako... [1385 mete_labirent] Bi bihîstina vê hevokê re mîna ku bibêje ev destên min bişikên, destê diya wê di ber de tên, poşmaniyekê digire ser dilê wê î hişk û dibê: [1386 mete_labirent] Ma çima tu ji diya xwe re nabêjî, keça min? [1387 mete_labirent] Tu çima nabêjî doba min e û mistek garis bide min? [1388 mete_labirent] De zû rabe ser xwe û bibe!.. [1389 mete_labirent] Dilşa bi dilê xwe î teng û hîskikên girî radibe ser xwe, pêşa xwe ber bi diya xwe vedigire, piştî ku diya wê sê kulmist garis dixe pêşa wê, bi pêşa xwe digire, ji hundur derdikeve û bi lez berê xwe dide hewşa dibistanê. [1390 mete_labirent] Destekî Nêrgisa koçer li ser zikê wê û yê din di ber de li ba dibe, dadikeve nava gund, li nêzîkî ber deriyê hewşa mala Xanê bêhna gêrmiyeke meyîrîn xwe li pozê wê dide der, di ser piyê hewşê re Xanê çav li wê dikeve, ji rasta hewşa mezin ji ber beroşa gêrmiyê bi pişirîn ber bi derê hewşê diçe û dibê: [1391 mete_labirent] Erê ca were Nêrgis, were... [1392 mete_labirent] Erê metê, ez jî ji xwe dihatim ba te. [1393 mete_labirent] Bi ken, bi pişirîn, bi henekên hûr û bêdeng Xanê û Nêrgisa koçer têne rasta vê hewşa mezin, mîna ku tiştek di dilê Xanê de hebe û nikane bi lêv bike ji ber beroşa gêrmiyê zûzûka hildikişe jor û bi nan, bi pîvaz, bi kevçî û bi namkî dîsa vedigere jêr, dadide heskê, beroşê tev dide, namkiya di destê xwe de tije gêrmî dike, li ber beroşê datîne: [1394 mete_labirent] Erê... bila hinekî sar bibe û bixwe bi qurban!... dibêje û bi kenekî hûr didomîne: Erê di bîra min de bû, welle... Bi vî Mekanê Mala Dînan, min digot, anuha Nêrgisa min li vir bûya û hinek ji vê gêrmiyê bixwara... Mala min şewitî!... [1395 mete_labirent] Nêrgisa koçer li rasta vê hewşa mezin li ber beroşa gêrmiyê rûdine, Xanê jî bi xwiyê xwe î hertimî her bi ken e, bi pişirîn e, bi gotin e, ji nişka ve dîsa hîkehîkeke hûr û bêmane pê digire û bi vî kenê xwe re dibêje: [1396 mete_labirent] Erê mala min şewitî, bi Xwedê nuha tu newîranan jî dikî!... bila zarokek were ez ê anuha bişînim nav rezên jorîn. [1397 mete_labirent] Nêrgisa koçer destê xwe dide ser milê Xanê, ditepîne û: [1398 mete_labirent] Na bi serê min û te, metê, pêwîst nake... dibêje, berê xwe dide siya dîwarê hember, ji peyva newîraniyê şerm dike, serê xwe dixe ber xwe û bi dengekî nizim didomîne: Erê hinekî hêdî bipeyive, metê... Bi Xwedê nuha xalê Sayîb jî bihîst û... [1399 mete_labirent] Xanê li siya dîwarê hember dizivire û bi pişirîn: [1400 mete_labirent] Dev ji wî berde, ew bi desmêja xwe de ketiye û guhên wî jî giran e, dibêje, bi dilovanî li Nêrgisa koçer dinêre û didomîne: Bi Xwedê anuha tu pir newîranan dikî, ma jina ku bi zarok nexweş... Erê gelek maye an?... [1401 mete_labirent] Bi liveke şermok Nêrgisa koçer serê xwe di ser zikê xwe î werimî de xwar dike û bi dengekî nizim: [1402 mete_labirent] Welle nizanim ku... ez dibêm qeyê hîn du meh û tiştekî maye, dibêje, kevçiyek gêrmî dikişîne devê xwe, ji nişka ve xwe serast dike û mîna ku tiştekî bi dizî bibêje, didomîne: erê, metê te qala newîraniyê kir... ma tu nizanî bê şeva çûyî çi hat serê min rebena Xwedê!... [1403 mete_labirent] Xanêya ku hertim devliken e, li hemberî van gotinên Nêrgisa koçer dudilî dibe, kofiya xwe hinekî bi paş de dide, hustuyê xwe ber bi wê dirêj dike û bi dengekî nizim dibêje: [1404 mete_labirent] Çima, çi bû? [1405 mete_labirent] Hewûûû... metê, ez dibêm qeyê ez ê li darê dunyayê tu carî wê bûyera şeva çûyî ji bîr nekim. [1406 mete_labirent] Li ser van gotinên Nêrgisa koçer, pêşiyê matmayîneke piçûk li Xanê diyar dibe, dû re tavilê kenekî bêsedem pê digire û di nav kenê xwe re bi dengekî nizimtir dibê: [1407 mete_labirent] Erê ca bibêje, miqûfê! [1408 mete_labirent] Çi xax hatin serê te? [1409 mete_labirent] Şeytan bi te keniya, çi bû? [1410 mete_labirent] Hîk, hîk, hîk... de bêbêje, bibê!... [1411 mete_labirent] Nêrgisa koçer du sê caran xweziya xwe di devê xwe de berhev dike, dadiqultîne, di bin çavan re li Sayibê xerîkî destmêjê dinêre û bi rewşeke tevlihev, bi pistepist: [1412 mete_labirent] Ez çi bibêjim, metê, dibêje û dest pê dike: Şeva berê... nîvê şevê bû. [1413 mete_labirent] Ji nişka ve tîrek li min rabû. [1414 mete_labirent] Min xwe li vê hêlê qeliband ne bû, min xwe zivirand ser aliyê din dîsa ne bû. [1415 mete_labirent] Min çi kir ne kir tewatiyê cî ne dida min ku ez çavên xwe bidime hev. [1416 mete_labirent] Vê qolincê xwe di tengela min de bada û xew ne ket çavên min. [1417 mete_labirent] Ez rabûm di nava cilan de di paş pişta mamoste de rûniştim. [1418 mete_labirent] Bi qasekî ez weha rûniştî mam, lê vê bêxwediya tîrê ez bernedam. [1419 mete_labirent] Tiştê ku min dizanî bû, dermanê êş û azarê jî li malê tune bû. [1420 mete_labirent] Ez hinekî fikirîm û min kir ku ez mamoste ji xew şiyar bikim. [1421 mete_labirent] Lê dû re xwe bi xwe min got, ma ez ê çima banî wî bikim. [1422 mete_labirent] Paşîngê rabe û ji bo xewa xwe jî li min hêrs bibe, vêca ew ji min kêm e!... Herweha bi demekê ez di êş û azara xwe de qepijîm. [1423 mete_labirent] Dû re ji nişka ve goristan û ev Mekanê Mala Dînan (destê xwe ber bi goristanê bilind dike.) kete bîra min. [1424 mete_labirent] Di dilê xwe de min got, welle ez ê jî derkevim der û berê xwe bidim vî Mekanî. [1425 mete_labirent] Min lampe vênexist, min ne xwest ez mamoste şiyar bikim. [1426 mete_labirent] Bêyî ku zêde bifikirim, ez rabûm di tariya odê de bi alîkariya destan ber bi dêrî çûm. [1427 mete_labirent] Min vekir û derbasî eywanê bûm. [1428 mete_labirent] Ji wir jî min derî vekir, bi lingên xwasî û bertena şevkirasê xwe derketim pêş derî. [1429 mete_labirent] Di vê tariya nîvê şevê de bayekî hênik li sîngê min xist, min herdu destên xwe dan binê vî zikê xwe û min çavên xwe girt. [1430 mete_labirent] Xwişîna pelên sipîndarên li kêleka dibistanê û şireşira ava newala kaniyê li nav hev diket, dengekî mîna dengê bûm an jî kundên darên goristanê di nav re dihat û li kerika guhê min diket. [1431 mete_labirent] Min di dilê xwe de lava kir û got: »Xwedêyo! [1432 mete_labirent] Ev çi êş û qolinc e di vê şeva nîvê şevê de li min rabûye. [1433 mete_labirent] Ez bi qurbana te, Mekanê Mala Dînan!... Tu î ku ji rêwiyên çolan re bûye rêber û te ew gihandine war û malên wan! [1434 mete_labirent] Tu î ku ji kesên cinî re bûye hêvî û te dev û çav li wan rast kiriye! [1435 mete_labirent] Te î ku xwe ji keç û xortên dildar re ne daye paş û te mirazê wan bi cî hanîye! [1436 mete_labirent] Te î ku guhdariya tepîna dilên dayikên bendewar kiriye û bûyî berkela ber dilê wan!... anuha ez ne gelekî, tenê bi qasî çar werîsan ji te dûr im. [1437 mete_labirent] Weke wan kesên belengaz û reben, ez jî xwe davêjim bextê te û dibêjim...« [1438 mete_labirent] Nêrgisa koçer li vir vedigere ser Xanê mîna ku bixwaze bala wê bikêşe ser tiştekî veşartî, dibêje: [1439 mete_labirent] Ez çi ruyê xwe ji te reş bikim, metê. [1440 mete_labirent] Bi navê Xwedê, çer ku ez ji te re dibêjim, wusa metê. [1441 mete_labirent] Min dikir ku ez bibêjim: »Vê êş û azarê, vê tîr û qolincê ji tengala min derxîne, ji giyanê min dûrxîne!« Êş, qolinc... li xwe varqilîm û min nêhirî ku ne êş û ne azar e. [1442 mete_labirent] Herwha jî ew peyvên min û ew tiştên ku min ê bigota, di dev û dilê min de man û min ne got. [1443 mete_labirent] Lê dema ku ez baş bi xwe ewle bûm ku tîra serdilê min derbas bûye, wê çaxê pêlên bawerî û hêviyeke wusa li min rabûn ku bêpîvan! [1444 mete_labirent] Pêjneke xweşkewîn girte ser ruhê min û bi min wusa hat ku di navîna min û Xwedê de tenê du buhust mane û nêzîktir jî... Di dilê xwe de min digot: »Ku îşev ez daxwaza çi bikim, bixwazim bi kuderê de biçim bêguman ew ê bi cî were.« Ez çi rûreşiyan bikim, metê... Ya rastî daxwaza ku pêşiyê hat ser hişê min jî ev bû ku min digot ez ê lava bikim da ku Xwedê destê xwe dirêjî min bike û min bibe ba xwe. [1445 mete_labirent] Bi vê daxwaza xwe re min êdî çavên xwe vekir. [1446 mete_labirent] Lê bi vekirina çavan re ew tariya darên goristanê li ber min tarîtir, tarîtir û tarîtir bû. [1447 mete_labirent] Ji nişka ve giyanê min lerizî û tirsek li min rabû. [1448 mete_labirent] Tirseke bênav û bêmane, tirseke wusa ku ew sê gavên eywanê li min bûn riya sê salan. [1449 mete_labirent] Bi dijwarî min berê xwe da eywanê û min xwe havête hundur. [1450 mete_labirent] Ez nizanim bê min çawa derî li pey xwe girt. [1451 mete_labirent] Bi destlepkî min xwe gihande ser nivînan. [1452 mete_labirent] Di paş pişta mamoste de min lihêf di ser serê xwe de qeliband. [1453 mete_labirent] Di binê lihêfê de jî tewatiyê ez ne girtim. [1454 mete_labirent] Ez diricifîm, dilerizîm... haa wusa! [1455 mete_labirent] Ez bi xwe jî nizanim bê ji çi bû. [1456 mete_labirent] Lê her ku ez diricifîm, ramanên xirab di serê min de vedijend û xeyalên seyr dihatin ber çavên min. [1457 mete_labirent] Bi wê tirs û leriza xwe jî hîn ez difikirîm ku meriv li ber Mekanê Mala Dînan dest vegirta, daxwaza tiştan bikira û bigota: »Filankesê, an jî bêvankeso ji gornê rake.« gelo ev daxwaza ê bibûya? [1458 mete_labirent] Car bi car ev tirs û pirsên weha di serê min de li hev diketin û di pey van asûwasan re min bala xwe didayê ku kevir û kêlên gornên goristanê ji cî dileqiyan û di nav re serê miriyan dixuyan. [1459 mete_labirent] Dema ku wan miriyan serê xwe yên bi pirçûpola kufikî dihejandin, kevir û bersal bi du ciya dibûn, ew jî ji nav derdiketin û ji girê goristanê dadiketin. [1460 mete_labirent] Perçên goştê helisî ji ruyê wan diqertilîn û ji jor de dihatin xwarê. [1461 mete_labirent] Bi dijwarî li ser lûlên hestiyê çîpên xwe ber bi deriyê me dimeşiyan. [1462 mete_labirent] Ez vegeriyam ser xwe û min dîsa di dilê xwe de got: »Tiştên wusa nefikire û neyine bîra xwe!« Min ne dihanî bîra xwe, lê dîsa jî ev aferîdên pîrozwer ji ber çavên min wenda ne dibûn. [1463 mete_labirent] »Xwedêyo!... Ev çi bû di serê min de hat!« min got û ez lerizîm. [1464 mete_labirent] Ez nizanim bê vê bobelata ha çiqasî hajot, lê hêdî hêdî xewê digirte ser min û di dawiya dawîn de ez ketim rewşeke xewxilmajiyê. [1465 mete_labirent] Di vê xewxilmajiya xwe de min du sê caran dengek bihîst. [1466 mete_labirent] Min bihîst lê... dema ku meriv serxew be, ewqas bala merivan nakişîne. [1467 mete_labirent] An jî guhê meriv deng zêde ji hev dernaxîne. [1468 mete_labirent] Lê piştî ku ew denga du sê carên din jî li pey hev bilind bû, ew lerizîna bi qasekî berê weke tayê dîsa bi min girt. [1469 mete_labirent] Gumaneke wusa li min çêbû ku min digot vê carê ew miriyên pîrozwer deng jî dikin. [1470 mete_labirent] Ez êdî payî bûm, xweş payî bûm û guhê min jî êdî bi awayekî pir zelal deng ji hev derdixist. [1471 mete_labirent] »Nêrgis, Nêrgis, Nêrgis!« Bang dikir û her carê jî ji sê caran zêdetir an jî kêmtir ne digot. [1472 mete_labirent] Xwe bi xwe min got: »Ew miriyên bi qasekî berê ji girê goristanê rabûn û daketin, anuha jî li ber dêrî banî min dikin.« Min lihêfa xwe ya bi tirs li serê xwe piçikand, çavên xwe bi hev de şidand û di dilê xwe de min got: »Xwedê!... nebe ku ev di derî re an jî di pencerê re têkevine hundur!« Guhê min li ser dengê qirçîna derî û pencerê bû. [1473 mete_labirent] Min digot ew ê anuha bişikînin û têkevine hundur. [1474 mete_labirent] Lê dengê ku min dibîhîst, ji devekî bû. [1475 mete_labirent] Ango hertim yekî bang dikir. [1476 mete_labirent] Ji bilî wî dengî, teperepa lingan an jî dengekî din tune bû. [1477 mete_labirent] Gelek ne buhurî ew denga dîsa bilind bû: [1478 mete_labirent] »Nêrgis, Nêrgis, Nêrgis!« Mamostê ku li kêleka min çiqasî ji min nêzîk bû, ewqas jî ji min dûr bû. [1479 mete_labirent] Min hêle di xwe de ne didît ku ez bangî wî jî bikim. [1480 mete_labirent] Xwedê dizane ev di jiyana min de cara yekem bû ku min pêwîstiya alîkariya mêr û mêraniyê dixwest. [1481 mete_labirent] Min êdî dixwest ku mamoste rabe... rabe hewara min. [1482 mete_labirent] Lê mîna ku giraniya deh miriyan li ser min be, ne deng ji min derdiket û ne jî destê min diliviya ku ez dirêjî piyê wî bikim û bibêjim: Rabe!... Ü dîsa ew denga: [1483 mete_labirent] »Nêrgis, Nêrgis, Nêrgis!« Xwedêyo!... çi şeveke xirab bû!... bi awakî wusa dikûriya ku te digot qeyê hirçekî birîndar e. [1484 mete_labirent] Carina nîvçe, carina zêde û carina jî mîna kalekî bêdidan... bi gewriyeke xîzexîz gazî dikir. [1485 mete_labirent] Hêleke lihêfa ser min leqiya, dilê min got, hatin; piyê min got, na ew mamoste ye. [1486 mete_labirent] Bi vê cara sisiyan re mamoste serxew serxew şiyar bû lê ew jî bi guhên xwe ne ewle bû. [1487 mete_labirent] Min têderxist ku di nivînan de guhê xwe li bêdengiyê radigire. [1488 mete_labirent] Ez di nava nivînan de tew li wî navê Nêrgisê xwedî derneketim. [1489 mete_labirent] Dema ku cara çaran bangî min kir: [1490 mete_labirent] »Nêrgis, Nêrgis, Nêrgis!« Mamoste rabû ser xwe û di tariyê de ber bi derî çû. [1491 mete_labirent] Di wê tariyê de çavên min bi pîjamê wî yê belek ket. [1492 mete_labirent] Jora sipîbelekiya pîjamê wî di tariya odê de weke parxwanên bêgoşt xuya bû û ew jî li ber çavên min bû yekî ji wan. [1493 mete_labirent] Lê dîsa jî min di dilê xwe de digot: »Mamoste ê anuha biçe ji wan re derî veke û ew ê têkevine hundur. [1494 mete_labirent] ku ew li derve mamoste bibin, an jî werin hundur û min bibin... êdî ji bo min û wî hevdîtina me ya dawîn e. [1495 mete_labirent] Ew jî di tariyê de...« Serê min hîn bi van ramanan li hev diket, dengê vebûna derê eywanê hat min. [1496 mete_labirent] Di hemû demên zewaca min û mamoste de, heta wê gava şeva çûyî jî xwîna wî tew bi min şêrîn ne hati bû. [1497 mete_labirent] Lê wexta ku bi qirçînî derî vekir, kizînî bi dilê min ket û ev dilê min ewqas bi wî şewitî... ewqas şewitî ku!... Ji min wetrê min ew şandi bû ser mirinê. [1498 mete_labirent] Anuha ez viya kat dikim, metê... ez kat dikim lê ez bi xwe jî nizanim bê ez çawa rabûm ser xwe. [1499 mete_labirent] Rabûna min, vêxistina lampê û çûyîna min ya ber derê eywanê bi carekê re bû. [1500 mete_labirent] Tenê tiştê ku tê bîra min... min dikir ku êdî ez derketama lê di devê derî de min tavilê dengê mamoste nas kir. [1501 mete_labirent] Li pêş min bi hêrs li tariya der kire qêrîn û: [1502 mete_labirent] » Ew kî ye?« got, lê beriya ku ji tariya derve bersivek were di gaveke pir û pir kurt de çavên min lê keti bû jî. [1503 mete_labirent] Pêlên bayê şevê, ronahiya di destê min de weke hêlkanekê li ba dikir û ne dihişt meriv baş bibîne. [1504 mete_labirent] Lê min dît. [1505 mete_labirent] Yek tenê bû. [1506 mete_labirent] Ji pêşiya derê eywanê hinekî dûr, tiştekî nola histûneke sitûr di cî de bêliv rawestiya bû. [1507 mete_labirent] Mîna ku bi betanê lihêfekî pêçayî be, jêr û jora wî sipî bû. [1508 mete_labirent] Ji navê ber bi jor sitûrtir dixuya. [1509 mete_labirent] Min bala xwe dayê ku li jora wî, tiştekî mîna moriyê ji ronahiya lampê dibiriqî. [1510 mete_labirent] Wek merivekî jî dixuya, lê dişibiya gelek tiştên din jî... tiştên ku min heta nuha ne dîtiye... meriv nikanî bû baş ji hev derxista ka bi rastî jî çi bû. [1511 mete_labirent] Di dilê xwe de min got, »Ew meriv e, çavên wî...« Lê dû re fikirîm ku çima çavekî wî tenê dibiriqe. [1512 mete_labirent] Di pey re tiştekî din ket dilê min: »Ev Xocê Xizir e û di hewara min de hatiye...« Ji ber ku porê wî jî sipî mîna hirîyê bû. [1513 mete_labirent] Ev tiştên ku ez dibêjim, di navîna du sê lêdanên dil de di serê min de çêbûn, metê. [1514 mete_labirent] Dû re... dû re ew dengê ku bi qasekî berê bangî min dikir, vê carê bi dengekî nizimtir bersiva mamoste da û: [1515 mete_labirent] » Xoce...« got. [1516 mete_labirent] Bi navê Xwedê, metê, wek ku ji te re dibêjim... bi vê gotina wî re vê carê jî jana serêşekê bi min girt, min destekî xwe havêt porçika serê xwe û bi lez, bi gavên fere min xwe havête hundur... min xwediyê deng nas kiri bû. [1517 mete_labirent] Ew ne ji miriyên goristanê û ne jî Xocê min î Xizir bû. [1518 mete_labirent] Ew Siyabendê kwîr î notirvan bû. [1519 mete_labirent] Ji nav rezan hati bû, digot: [1520 mete_labirent] » Xoce... ez dizanim ku Nêrgis bi zarok nexweş e. [1521 mete_labirent] Min got... newîranan dike... ez van hermiyan jê re bibim.« [1522 mete_labirent] Xanêya ku heta anuha bi tirs, bi dilpekîn, bi mitûmatî guhdariya vê serpêhatiya Nêrgisa koçer dike, li vir kenekî wusa pê digire ku tev Sayibê guhgiran ew hemû keç û bûkên li ser kaniya pêş mala wan jî dibihîsin, ji ken ziman lê nagere ku peyva di devê xwe de bibêje, Nêrgisa koçer jî her di bandora bûyera xwe ya şeva çûyî de, bi tirs, bi şermokî li Sayibê ber siya dîwarê hewşê dinêre û bi dengekî nizim: [1523 mete_labirent] Erê metê, tu dikenî... lê bi rastî jî ez gelekî tirsiyam, dibêje û vê serpêhatiya xwe bi pistepist dîsa didomîne: Lê tu nizanî, metê... tu nizanî ku ez wê şevê çend caran mirim û dîsa rabûm. [1524 mete_labirent] Çend caran tirsiyam, dizanî? [1525 mete_labirent] Piştî bûyerê jî ez tirsiyame... lê vê carê tirsa min ne ji miriyên goristanê bû. [1526 mete_labirent] Gupîna dilê min bû û lêdixist ku ez ê çawa xwe ji dest û devê mamoste pak bikim... Mêr dilxirçik in û dikanin ji hertiştî gumanê bikin. [1527 mete_labirent] Ew ê bigota: »Siyabend yarê te ye, an ne di vê şeva nîvê şevê de nexweşî, newîranî, hermî...« Di nava nivînên xwe de min xwe bi xwe digot: »Gelo ez ê çiqas ço û repikan jê bixwim?« Dû re min bersiva xwe jî dida û digot: »Ez ê bibêjim, ma ez çi bikim? [1528 mete_labirent] Tu bi xwe jî dizanî ku dîn e. [1529 mete_labirent] Ma tu bawer dikî ku min hermî jê xwestiye, jê re gotiye were? [1530 mete_labirent] ku tiştekî wusa li dora min hebe, ma kes ne ma ez ê bangî vî dînê yekçav û porsipî bikim!« [1531 mete_labirent] Ji ken Xanê di ciyê xwe de nahewe, kofiya wê dixuşike paş hustuyê wê, şara dorê difilite, zik lê hişk dibe û bi mebesta ku bibêje: »ê lê dû re?« peyva »êê?...« tenê ji dêv derdikeve, Nêrgisa koçer didomîne û dibê: [1532 mete_labirent] Êê... a wusa, metê. [1533 mete_labirent] Dû re jî mamoste hêrs bûye, her hermiya ku wî ji paşila xwe derxistiye û dirêjî mamoste kiriye, yek bi yek mamoste ew hemû hermiyên ha ji dest girtine û bi şûn de li nav çavên wî xistine. [1534 mete_labirent] Piştî bûyerê jî mamoste bi wê hêrsa xwe ya derve vegeriya hundur, deng ne kir, ji min ne pirsî û ne got ev çi ye? [1535 mete_labirent] Gerçî bigota jî min ê nikani bûya pê bi-da famkirin, ji ber ku min hay ji tiştekî tune bû. [1536 mete_labirent] Ez bawer im mamoste jî têgêhîşti bû. [1537 mete_labirent] Loma... tenê di bin çavan re li min nêhirî, tufî serçavê min kir, lampe temirand, bi hêrs xwe havêt ser nivînan û lihêf di ser xwe de qeliband. [1538 mete_labirent] Ew hemû tiştên ku wê şevê di serê min de hatin û li ber çavên min geriyan, bi xewxilmajiyeke destê sibê re ji ber çavên min wenda bûn û êdî ez nizanim bê ez kengî ketim xewê, metê. [1539 mete_labirent] Vê sibê jî dema ku em rabûn, ne mamoste çêlî şeva buhurî kir û ne jî min tiştek pirsî. [1540 mete_labirent] Heta xwarina taştiya jî ev bûyera şeva çûyî weke pirsekê di serê min de bû. [1541 mete_labirent] Lê min digot, ew tiştên ku şeva çûyî qewimîn, xewnek bû, xewneke şevên nexweşiya bi zarokan... min bawer ne dikir. [1542 mete_labirent] Lê mîna ku deh kes ji min re bibêje, ca biçe li derve li dewsa wî binêre. [1543 mete_labirent] Dû re ez derketim derve û min mêze kir ku ew hermiyên gîştî li erdê perçe perçe belav bûne. [1544 mete_labirent] Li vir Nêrgisa koçer vedigere ser Xanê û bi saxikî dibêje: [1545 mete_labirent] Bi rastî ez hîn jî tênagêhîjim, metê. [1546 mete_labirent] Gelo ev dînê ha ji bo çi û bi çi ramanî hati bû? [1547 mete_labirent] Hindik ma bû ku zirav li min biqetiya. [1548 mete_labirent] Ez pir tirsiyam, metê, pir!... [1549 mete_labirent] Xanê bi vê tirsa wê jî dikene û dibê: [1550 mete_labirent] Erê, ma tu çima ditirsî! [1551 mete_labirent] Xwezika mêrekî ji min re... hîk, hîk, hîk!... ji min re jî di paşila xwe de hermî bihaniya. [1552 mete_labirent] Wê çaxê... wê çaxê me ê ji dil hermiyên paşilên xwe bi hev biguheranda, hîk, hîk, hîk!... [1553 mete_labirent] Nêrgis bi vî xwîyê Xanê dizane, dizane ku pirî caran rastî û henekên wê bi hev re dibin, lê mîna ku bibêje ev ne rewşeke henekan e û bixwaze têbigêhîje ka bi rastî jî çi bû, êdî li hemberî kenê Xanê napişire, rasterast xemgîn e, nerihet e û ji hinek tiştan serê wê tevlihev e. [1554 mete_labirent] Xanê vê rewşa wê dibîne, vedigere ser û li gotinên xwe yên jorîn zêde dike û dibê: [1555 mete_labirent] -Siyabend ne dîn e, keçê. [1556 mete_labirent] Siyabend xwedîmal e, jina wî, law û keçên wî... ma tu nizanî bê kalê pêşek... naxirek neviyên xwe hene, miqûfê!... [1557 mete_labirent] Ez dizanim, metê... dizanim lê çima wusa kir, ez tênagêhîjim. [1558 mete_labirent] Heta nuha jî tiştekî wusa nebûye... Ez dibêjim wê çaxê xerifiye. [1559 mete_labirent] Xanê dike ku bikene lê nakene, kenê xwe di xwe de digire, dixwaze bide famkirinê: [1560 mete_labirent] Na na, dibêje, ne dîn û ne jî xerifiye. [1561 mete_labirent] Merivekî hinekî saxik e. [1562 mete_labirent] Ya rastî merivekî dilpak e. [1563 mete_labirent] Ez dizanim nuha dîsa ji me çêtir cinên wî hatine dorê, xew lê herimiye, nexweşiya te ketiye bîra wî û wî jî... [1564 mete_labirent] Nêrgisa koçer bi rewşeke mitûmat peyva wê di dêv de dibire û dibê: [1565 mete_labirent] Te got çi, metê?... te got, cinên wî?.. [1566 mete_labirent] Erê lêê... Siyabend cinî ye. [1567 mete_labirent] Ma ew ne dîn e ku... [1568 mete_labirent] Saxik, dîn, cinî, diyar e ku Nêrgisa koçer tênagêhîje, nikane ji hev derxîne, bi serekî tevlihev herdu destên xwe di ber xwe de vedigire û hêdîka dibê: [1569 mete_labirent] Uff, metê!... çi dîn û ciniyên dunyayê hene, Xwedê jî hemû li vî gundî berhev kiriye. [1570 mete_labirent] Tu kê dipirsî, li kê dikolî... [1571 mete_labirent] Xanê bi pişirîn destê xwe dide ser çoga wê, vê rastgotina wê dipeyitîne û dibê: [1572 mete_labirent] Erê bi Xwedê tu rast dibêjî, Nêrgisa min. [1573 mete_labirent] Ma li vî gundî kesekî baqil heye! [1574 mete_labirent] Bi van gotinên xwe re mîna ku ji dûr ve yekî bibîne, Xanê zûzûka radibe ser xwe, di ber xwe de hêdîka pêşa xwe dawdişîne, dest davêje kofiya xwe, ji hêlekê ve serast dike û ji hêlekê ve jî her li kuçê dinêre, Guziyê ku bi qasekî berê bi ber çavên wê dikeve dîsa xuya dibe, ji nişka ve bi dengekî ji dengê heta nuha bilindtir: [1575 mete_labirent] Ero Guzî, ca were!... Were, sitranekê bavêje ser Pero, were!... dibêje, dikene, vedigere ser Nêrgisa koçer û didomîne: Binêre, yekî din jî va hat, tew ev yê ha dengbêj e jî. [1576 mete_labirent] Saqoyekî reş î bêbetan li navpiyê wî dengbêjî, di destê wî yê çepê de çoyekî dirêj î mûsayî, bi şalwerekî boz î pînekirî û delingeke kin, pêxas ber bi hewşê diloqe, tê û bi pilepil sitranekê dibê: [1577 mete_labirent] Hewar e mîrê min hewar e! [1578 mete_labirent] Mala Sayîb mala mîr û mêran e! [1579 mete_labirent] Pero xanim e, xatûn e, delala dilan e. [1580 mete_labirent] Delala dilê birîndarê şûr û xençeran e. [1581 mete_labirent] Hewar e, hewar e mîrê min hewar e! [1582 mete_labirent] Di devê deriyê vê hewşa mezin de Guzî destê xwe î vala ber bi siya dîwêr vedigire, hustuyê xwe bi paş de rep dike û bi dengê xwe î taybetî dibê: [1583 mete_labirent] Ma ne wusa ye, keko?... Tu û Xwedê... ma ne wusa ye, Sayîb!... çima tu xwî dikî, keko? [1584 mete_labirent] Sayîbê ku destmêja xwe girtiye û li ber siya dîwarê hember, li ser qoncekî rûniştiye, bi bihîstina vî dengê Guzî re di ber xwe de hûr hûr dikene û bang dike: [1585 mete_labirent] Ca were, Guzî, were... were em tirampekê bikin. [1586 mete_labirent] Guzî di ber beroşa gêrmiyê re derbas dibe, ber bi Sayîb diloqe, bi qasî sê gavan jê dûr li pêşberî wî radiweste, dîsa wî destê xwe î vala bi pêş de û hustuyê xwe bi paş de rep dike û dibêje: [1587 mete_labirent] Çi ye, mîrê min? [1588 mete_labirent] Tirampa çi?... [1589 mete_labirent] Tu were em tirampeyeke xêrendar bikin. [1590 mete_labirent] Wek ku qereçî tirampên ker û hespan dikin, ez û tu jî... em... em jî tirampa jinan bikin. [1591 mete_labirent] Tu were diya xwe bide min û Xanê jî ji xwe re bibe û hew!... hî, hî, hî!... [1592 mete_labirent] Ji doza namûsê re Guzî qet xwe nade paş, ji bo namûsê çi bibe dike, dema ku yek qala diya wî dike pir hêrs dibe, pirî caran xelk jî çêlî diya wî dikin ku pê wî hêrs bikin, anuha bi van gotinên Sayîb dîsa hêrs dibe, zûzûka jê vedikişe, çoyê di destê xwe de davêje erdê, destê xwe î vala di ser Sayîb î rûniştî re bilind dike û di ser de dike birebir: [1593 mete_labirent] Ez ê di quncikê zîndanê de bimîzim ha! [1594 mete_labirent] Tu çi xwîna xwe dikî hustuyê min, dîkê pîr! [1595 mete_labirent] Biçe bi destûra Xwedê bimire!... dibêje, mîna ku bi gazin an jî bi şîret berê xwe bi Xanê de dike û didomîne: Binêre, Xanê... li mêrê xwe xwedî derkeve, bila xwîna xwe neke hustuyê min!... Jê bipirse ka çi dixwaze. [1596 mete_labirent] Sayîb rakiriye, heyran!... bi Xwedê Sayîb xerifiye û hew!... [1597 mete_labirent] Sayîbê xerifî hûr hûr dikene, solên xwe bi ser lingên xwe ve dike, ji hewşê derdikeve kuçê, di ber xwe de dike pilepil, navê diya Guzî bi lêv dike ku bêtir hêrs bike, Xanê ji hêlekê ve bi kenê xwe bala Nêrgisa koçer dikişîne ser vê rewşê û ji hêlekê ve jî namkiya di destê xwe de rayê Guzî dide û bi bergerîn dibê: [1598 mete_labirent] Were, Guziyê min, were... were, tu dev ji Sayîb berde... were gêrmiyê bixwe. [1599 mete_labirent] Di demên hêrsbûna xwe de, çi tişt di dest Guzî de hebe, davêje erdê, bi destvala şer dike, bingehiya taktîkê şerdariya wî ev e, di hemû şerên jiyana xwe de ew tucarî jî vî destê xwe î vala bi kesekî nake, her di ser wan re vedigere û bi birebir hêrsa xwe dadixîne, dû re tiştên ku havêtine erdê hêdî hêdî berhev dike. [1600 mete_labirent] Anuha jî diçe wî çoyê xwe î ku bi kêrî şer ne dihat ji erdê radike, ber bi beroşa gêrmiyê diçe, namkî û kevçî ji dest Xanê digire, bêyî ku li dora xwe li kesekî binêre an jî bipeyive, gêrmiyê ji namkiyê dikişîne devê xwe, nan û pîvazên di badika kêleka ber beroşê de ji destê wî har û hewarê dike, yekî herî têr jî dema ku li vê nanxwarina Guzî temaşe bike ew ê bi xwe jî birçî bibe, ji ber pîvaza tûj hêsir ji çavên wî tê, kevçiyê gêrmiyê di nava lêvên xwe de dişidîne, mîna dengê bayekî kur fîzefîz bi firnikên wî dikeve, di gelek carên weha de dilê meriv pê dişewite û meriv dibê qeyê sê roj beriya nuha xwarina dawîn xwariye. [1601 mete_labirent] Dîmenên weha, dîmenên dînan, dîn û saxikên gund heta nuha gelek caran li kuçan, li hewşên malên vî gundê ha rastî Nêrgisa koçer hatine, lê ne bi qasî anuha ji nêzîk ve, anuha baştir têdigêhîje ku gelek dîn û kêmaqilên vî gundê ha li malên xwe jî doza xwarinê nakin, li quncikên malên xwe rûdinin heta ku xwediyê malê, bi gotineke din, heta ku birçîbûna wan nekeve bîra malxirabekî malê nizanin nan bidin ber dîn û kêmaqilên xwe, lê ji xêra Xwedê re di her dem û her wextî de çend diltenikên weke Xanê hay ji vê rewşê dibin, weke vatiniyeke pîrozwer her rojên Xwedê mast û dewê xwe î zêde li hewşên xwe datînin hêlekê, çend namkî û teştek nan didine ber, dema ku çav li rebenekî ji van rebenên gund dikevin, tavilê bangî wan dikin û zikê wan têr dikin. [1602 mete_labirent] Xanê û Nêrgisa koçer li kêleka Guzî rûniştine û li nanxwarina wî dinêrin, Xanê bi dilşewatî vedigere ser vê rewşa wî û dibê: [1603 mete_labirent] Bixwe, be qurban, bixwe! [1604 mete_labirent] Bixwe, ez ji te re dîsa dagirim. [1605 mete_labirent] Guzî bi kêfxweşî wan gotinên xwe yên bi qasekî berê ducar dike: [1606 mete_labirent] Erê, bavo!... Mala Sayîb ji berê de mala mîran e, dibêje û bi ken didomîne: Lê carina Sayîb jî... erê, ew jî bi xwe de dirî!... he, he, he!.. ma ne wusa ye, Xanê! [1607 mete_labirent] Tu û Xwedê... ma Sayîb ne wusa ye, Xanê?... ma Sayîb bi xwe de nake, Xanê? [1608 mete_labirent] Di her peyivîna wî de hûrikên nan, avdewa gêrmiyê ji devê wî dipijiqe derûdorê, Xanê çav li Nêrgisa koçer dişikîne, berê xwe bi Guzî de dike û dibê: [1609 mete_labirent] Wusa ye, Guzî, wusa ye... lê ka te Pero çi kir, Guzî? [1610 mete_labirent] Pero ê were!... çima tu xwî dikî, Xanê!... [1611 mete_labirent] Miqûfo!... zarokên wê mestûmezin bûne, lawo!... [1612 mete_labirent] Erê, ew ê zarokên wê jî ji min re kar bikin. [1613 mete_labirent] Em ê jî bibine maleke mezin! [1614 mete_labirent] Ma ka te erd û mal heye, miqûfo? [1615 mete_labirent] Erê, erdê Xwedê fere ye, Xanê! [1616 mete_labirent] Piştî ku Guzî namkiya duduyan jî dixwe, herdu destên xwe di dev û serçavê xwe re dide, radibe ser xwe, berê xwe dide Xanê û: [1617 mete_labirent] Xanê ciwanik e! [1618 mete_labirent] Mala Sayîb, mala mîran e, heyran! [1619 mete_labirent] Li dîkê pîr mêze bike, Xanê! [1620 mete_labirent] Bila bi xwe de nerî! [1621 mete_labirent] Heyfa Sayîb e, bila bi vîjikê nekeve!... dibêje, dîsa bi wê sitrana xwe û bi zikekî têr berê xwe dide kuçê. [1622 mete_labirent] Xanê bi pişirîn, bi pozpilindî, bi serbilindî li kuçê, li hawurdora xwe dinêre, Nêrgisa koçer têdigêhîje ku Xanê ji vî karê xwe kêfxweş e û her cara ku zikekî weha têr dibe, ev kêfxweşiya wê lê zêdetir dibe, bi mereqdariya jinekê jê dipirse û dibêje: [1623 mete_labirent] Erê metê, te ji wî re çêlî Pero dikir, ew kî bû? [1624 mete_labirent] Pero, dildareke wî ya wextekê bû. [1625 mete_labirent] Keçikek xweşik bû. [1626 mete_labirent] De îcar ev dînê ha jî di kuçên gund de digeriya û: [1627 mete_labirent] » Ez ji Pero hez dikim, dilê min ketiye wê, ez li ser Pero dîn bûme.« digot. [1628 mete_labirent] De qeyê rebeno berê wer baqil bû!... hîk, hîk, hîk... Lê bi rastî jî dilê wî keti bû keçikê. [1629 mete_labirent] Navê revandina keçikan bihîstiye... Erê lêê... Rojekê derengî şevê diçe ber dîwarê hewşa mala bavê keçikê, li bendî disekine ku keçik were derve û ew jî wê birevîne. [1630 mete_labirent] Di wê gavê de, ji şeytanî re dinêre ku yek derdikeve. [1631 mete_labirent] Ev Guziya jî rasterast derdikeve rastê û bi pistepist bang dike: [1632 mete_labirent] » Pero, ma tu nayê em bidin pey hev û biçin?« dibêje. [1633 mete_labirent] Ew yeka bêdeng diçe hundur û bi gavekê şûn de dîsa derdikeve. [1634 mete_labirent] Guzî wan gotinên xwe dubare dike. [1635 mete_labirent] Ew yeka jî, di wê tariyê de bi çarşefeke reş tê, xwe bi Guzî ve dizeliqîne, destê wî digire û derdikeve kuçê. [1636 mete_labirent] Heta newala paş malan jî xwediyê çarşefê deng nake. [1637 mete_labirent] Guzî jî bi dilpekiya revandina keçikê dilerize, diricife û carina di ber xwe de: [1638 mete_labirent] » Ma em bi kuderê de biçin, Pero?« dibêje, lê bersivekê nagire. [1639 mete_labirent] Dema xwe digêhînin newalê, Diloyê bavê keçikê wê çarşefê ji xwe dike û dikeve ser Guzî. [1640 mete_labirent] Ne yek û ne dudu... davêje binê guhên vî rebenî. [1641 mete_labirent] Dengê wê qêrîn û hewara wî hîn jî di guhên min de ye. [1642 mete_labirent] Wê şevê dengekî wusa xirab ji hêla newalê dihat ku... Gelek tirsiya bû. [1643 mete_labirent] Dû re çend gundî ber bi newalê beziyan û bi dijwarî ev rebenê ha ji nav lepên Dilo xelas kirin. [1644 mete_labirent] Qaşo seydayê gund bû... bi qurbana min û seydatiyê be! [1645 mete_labirent] Bê çawa destê te lê digeriya, çavrijiya!... Welle piştî vê bûyerê li derekê çavê min li Dilo î bavê keçikê ket û min peyvên nemayê jî jê re gotin. [1646 mete_labirent] Ma li ber xwe dikeve, nerind! [1647 mete_labirent] Devê xwe jî li ber min xwar dikir û digot: [1648 mete_labirent] » Ji xwe te û hinekên weke te rû dane van dînên ha! [1649 mete_labirent] Divê meriv dînan baqil bike, Xanê, baqil!« Lê wê çaxê ez pir hêrs bûm. [1650 mete_labirent] Ez meta te me!... welle min jî dest havête hustukura wî, du sê cara hejand û min gotê: [1651 mete_labirent] » Şerm bike, seyda, şerm!... Tu qaşo seydayê gund î... Baş e, em bibêjin ew dîn, ma tu jî dîn î ku tu di şevereşê de çarşefê li xwe dikî, wî ji gund derdixî û lêdixî!... ma tu ji Xewdê jî natirsî!... Bi navê çêyiyên Xwedê, nola şeytanekî tu ketiye nav me, şeytan!« Piştî çend rojan jî ji vir bar kir û çû. [1652 mete_labirent] Ji xwe ne ji vî gundî bû. [1653 mete_labirent] Li vir mîna ku Xanê rastiyekê bide xuyakirin, hinekî bi hêrs û di ber xwe de: [1654 mete_labirent] A wusa bû... kî tê gundê me, ji me dîntir dibin, dibêje, lê tavilê vedigere ser Nêrgisa koçer û li gotinên xwe yên jorîn zêde dike: Ez bi qurbana te, koçera min... hûn jî ne ji vir in, lê min li ser we ne got. [1655 mete_labirent] Tu bi xwe jî dibînî ku... hîn jî dema ku ez qala wê bûyerê dikim laşê min dilerize. [1656 mete_labirent] Nêrgisa koçer di ber xwe de bi nîvşermî dipişire û dibê: [1657 mete_labirent] Na na, metê. [1658 mete_labirent] Ez li xwe nagirim. [1659 mete_labirent] Lê... lê dû re çi bû? [1660 mete_labirent] Tiştek jî ne bû. [1661 mete_labirent] Bar kirin û çûn. [1662 mete_labirent] Lê ji bo ku Guzî hêrs bikin, bikenin an jî... çi dizanim an jî pê dilê wî xweş bikin, jê re wusa dibêjin. [1663 mete_labirent] Tew carina bangî Guzî dikin û jê re dibên: »Guzî, Guzî!... Pero hatiye mala bêfankesê!« Guzî jî wê çaxê radibe ser xwe û mîna dildarekî birîndar berê xwe dide wê malê. [1664 mete_labirent] Reben!... [1665 mete_labirent] Nêrgisa koçer bi saxikî û rengdîniya gelek tîpên vî gundî dizane, dizane ku carina ji wan re çêlî keç û jinan jî dibe, lê tênagêhîje ku merivekî dîn çawa dikane evîndar bibe, bi vê pirsa serê xwe re, bi mitûmatî ji Xanê dipirse û dibê: [1666 mete_labirent] Ma dildariya kesên dîn û cinî jî dibe, metê? [1667 mete_labirent] Kesên din jî ne, dîn û cinî! [1668 mete_labirent] Bi Xwedê dildariya wan xurtir û dirêjtir dajo. [1669 mete_labirent] Li vî gundê me, ji îro jî bêtir... gelek dîn û cinî hebûn. [1670 mete_labirent] Ewqas rengîn bûn ku meriv ne dixwest ji ba merivan biçin. [1671 mete_labirent] Ji wan çend kes mirin, du sê keç jî hebûn... [1672 mete_labirent] Nêrgisa koçer zûzûka peyva Xanê dibire û dibê: [1673 mete_labirent] Ca raweste, metê, te got keç jî?... [1674 mete_labirent] Erê lêê... jê yek jî... tê bîra min em wê çaxê keç bûn, keçeke van malên Nezikan hebû. [1675 mete_labirent] Navê wê Kewê bû. [1676 mete_labirent] Bi rastî jî weke mêkewekê xweşik û lihevhatî bû. [1677 mete_labirent] Di rindbûna wê de heta nuha jî min di vî gundî de keçeke wusa ne dîtiye. [1678 mete_labirent] Porekî zer û fîlikî xwe ji jor de berdida ser tilorên wê. [1679 mete_labirent] Xwediyê bejneke bilind û dagirtî bû. [1680 mete_labirent] Hustuyê wê dirêj, çavên wê gir û nola van moriyên hespan hêşîn bûn. [1681 mete_labirent] Weke hinareke qelişî lêvên wê ji dûr ve sor dikirin. [1682 mete_labirent] Lê xwiyekî wê î naxoş hebû. [1683 mete_labirent] Mîna ku bixwaze ji binê erdê tiştina bibîhise, carina çog didan erdê, pêşa xwe di ser serê xwe de diqeliband û bi saetan guhê xwe li erdê radigirt. [1684 mete_labirent] Ji ber vê rengdîniya wê jî dê û bavê wê lê mêze ne dikirin. [1685 mete_labirent] Têr nan ne didanê. [1686 mete_labirent] Hertim şekalên diya xwe bi ser lingên xwe ve dikir. [1687 mete_labirent] Jê re kinc ne dikirîn. [1688 mete_labirent] Pirî caran rihma Xwedê lê be, diya min kincên me î kevin bi hev ve dizeliqand û li wê dikir. [1689 mete_labirent] Piştî demekê wê dev ji vî xwiyê xwe berda. [1690 mete_labirent] Êdî dawa xwe di ser serê xwe de ne diqeliband û guhdariya binê erdê ne dikir. [1691 mete_labirent] Lê vê carê jî bi daran ve hildikişiya. [1692 mete_labirent] Li ser daran devê xwe ber bi asimanan radikir û dikûriya: [1693 mete_labirent] » Mekrûs, Mekrûs!...« Hertim ev berpêsîrên wê diqetiya û memikên wê weke du şemamokan heta nîvî tê de dixuyan. [1694 mete_labirent] Rojekê diya min jê re got: [1695 mete_labirent] » Tu êdî mezin î, Kewê. [1696 mete_labirent] Tu çima bi daran ve hildiperikî? [1697 mete_labirent] Binêre guhanên te derketine rastê!...« Kewê bi ruyekî xemgîn di ser guhanên xwe de nêhirî, destê xwe havêt serê wan, hinekî pê lîst û dû re li diya min vegerand: [1698 mete_labirent] » Ji ber ku li wir, li ser daran ez baştir wan dibînim. [1699 mete_labirent] Tiştên ku hûn nikanin bibînin, ez li wir dibînim. [1700 mete_labirent] Aferîdên asimanî gelekî ji yên dunyayî çêtir in. [1701 mete_labirent] Porên wan dirêj û fîlikî ne. [1702 mete_labirent] Weke histêrkan xwe ji jor de berdidin xwarê. [1703 mete_labirent] Kincên wusa tenik, wusa tenik li wan e ku meriv dibêje qeyê ji hundurê hêkê derketine. [1704 mete_labirent] Ez derdikevim ser daran ku Mekrûs destê xwe dirêjî min bike û min jî bibe ba xwe û wan. [1705 mete_labirent] Dixwazim bila dîsa destê xwe bi memikên min bike û bibêje: Nermik û xweşik in.« Wê çaxê jî diya min hinekî veniciqî, bi awurên dilverişîn li vê keçikê nêhirî... rihma Xwedê li herduyan jî be, diya min lê xeyidî û gotê: [1706 mete_labirent] » Ev çi xaxên te ne, dêlika dîn!... kerê welle ez ê ji bavê te re bibêjim!... ez ê bibêjim, bila porê te kur bike, poz û guhên te jêke!...« Li hemberî van gotinên diya min, Kewê... Kewa reben wê çaxê pêsîrên xwe di nav wan rîtalên ber hemêza xwe de veşartin û bi enirîn di ber xwe de got: [1707 mete_labirent] » Mekrûs ji min re goti bû: kî destê xwe bi te bike, destê wan ê bişikê.« Diya min dîsa li vê rebenê hêrs bû û gotê: [1708 mete_labirent] » Ne tu bî, ne jî Mekrûsê te!... Kî dizane bê kîjan nerindî di tariya şevê de dest havêtiye te!... careke din jî ez nebihîsim, dêlik!...« Lê Kewê dest pê kir û bi dilekî şewitî giriya. [1709 mete_labirent] Ji çavên wê î gir weke xilorîgê hêsir rijiyan. [1710 mete_labirent] Heta ku diya min rabû çû jê re hinek nan û mast jî hanî û li ber danî, ew her digiriya... [1711 mete_labirent] Mereqdarî li Nêrgisa koçer dipiçike û ji Xanê dipirse: [1712 mete_labirent] Mekrûsê ku çêlî dikir kî bû, metê? [1713 mete_labirent] Gelek tişt hatin gotin, lê nizanim. [1714 mete_labirent] Pêşiyê gotin tiştekî bi vî navî tuneye. [1715 mete_labirent] Dû re gotin, Kewê bi xwe ji xwe re tiştekî weha afirandiye... De êdî Xwedê pê dizane bê çi bû, kî bû... Lê li gor gotina diya wê, êvarekê serêşekê bi Kewê girtiye û dû re jî agirê wê bilind bûye. [1716 mete_labirent] Diya wê hanîye li ber argûnê eywana malê şeltikek raxistiye û Kewê li ser dirêj kiriye. [1717 mete_labirent] Heta demekê jî ne hatiye ser xwe û hertim pesta gotiye. [1718 mete_labirent] Gotinên ku ji devê wê derketine, hemû jî nîvçe bûne û loma diya wê tênegêhîştiye. [1719 mete_labirent] Bi gavekî nalîna wê hatiye birîn û deng jê derneketiye. [1720 mete_labirent] Diya wê jî rabûye ku biçe kaniyê û dorek av bîne. [1721 mete_labirent] Lê dema ku diya wê ji kaniyê vegeriyaye, mêze kiriye ku finda li paş serê wê vemirî ye. [1722 mete_labirent] Tenê soraviya terafa agirê argûn li ser ruyê Kewê pirpitîye. [1723 mete_labirent] Kewê rûniştî bûye. [1724 mete_labirent] Dema diya wê dîtiye ku kewê hatiye ser xwe û ji xwe re rûniştiye, hinekî kêfa wê jî hatiye. [1725 mete_labirent] Lê tavilê tirsek ketiye dilê wê û bi şikebarî gotiye: [1726 mete_labirent] » Tu çima di tariyê de rûniştiye, ez be qurban! [1727 mete_labirent] Finda xwe vêxîne, Kewa min!..« Lê Kewa wê deng ne kiriye. [1728 mete_labirent] Her li terafa agirê argûn mêze kiriye. [1729 mete_labirent] Diya wê find vêxistiye û dîtiye ku ev berpêsîrên Kewê vekirî ye û porê wê jî hinekî li hev ketiye. [1730 mete_labirent] Pêşiyê diya wê gotiye qeyê ji ber agirê serêşa xwe bişkovên berpêsîrên xwe vekiriye û loma li ser ne sekinîye. [1731 mete_labirent] Dû re bi dengê dayikek dilovan dîsa ji keça xwe pirsîye: [1732 mete_labirent] » Êşa serê keça min hinekî derbas bû, an ne?« Li ser van gotinên diya xwe, bêyî ku li ruyê diya xwe mêze bike, Kewê gotiye: [1733 mete_labirent] » Erê, anuha êşa serê min ne maye. [1734 mete_labirent] Mekrûs hat. [1735 mete_labirent] Destê xwe da ser eniya min. [1736 mete_labirent] Tiliya xwe di lêvên min re da. [1737 mete_labirent] Dû re... dû re jî destê xwe di paşila min re kir û got: Nermik û xweşik in.« Diya wê bi tirs veniciqîye, baş bala xwe daye pêsîrên Kewê û dewsa nînog û perîncokan bi çavên xwe jî dîtiye. [1738 mete_labirent] Tirs û mereqdarî li Nêrgisa koçer tevlihev dibe, ji hêlekê ve guhdariya Xanê dike û ji hêlekê ve jî bi gavekî zûtir dixwaze hîn bibe ka dû re çi bi serê Kewê de hat, bi tirs, bi çavên gir, bi dilpekîn dipirse: [1739 mete_labirent] Lê... dû re, metê?... [1740 mete_labirent] Dû re jî Kewê her bi navê wî jiya. [1741 mete_labirent] Di kuçan de dibeziya û digot: [1742 mete_labirent] » Mekrûs destê xwe bi çiçikên min kiriye! [1743 mete_labirent] Ew ji min hez dike! [1744 mete_labirent] Dilê wî ketiye min...« Çi dizanim.. lê paşîngê jî pir xirab bû. [1745 mete_labirent] Bi şev radibû berê xwe dida Şikefta Zoncikê. [1746 mete_labirent] Te Şikefta Zoncikê ne dîtiye, li berwarê benda mala Baço ye. [1747 mete_labirent] Dibêjin hundurê wê wusa tarî, wusa tarî ye ku... mêr bi mêraniya xwe newêrin bi tenê dakevin hundurê wê. [1748 mete_labirent] Dibêjin ji me çêtir, ciyê şayiya cinan e. [1749 mete_labirent] Di hemû şevên çarşemiyan de, ji me çêtir, cin li wir şayiyê dikin. [1750 mete_labirent] Pirî caran meriv di wir re derbas bûne û dengê def û bilûra şayiya wan bi guhên xwe jî bihîstine... A Kewê jî di van şevan de diçû wir. [1751 mete_labirent] Gundiyan çend caran ew ji nîvê rê vegerandin û hanîn malê. [1752 mete_labirent] Dê û bavê wê lêxistin, di kadînê de girêdan, havêtin paş deriyan û nanrijî kirin... lê dîsa jî ev keçika ha ne hat ser xwe. [1753 mete_labirent] Birin ser vî Mekanê Mala Dînan çend şevan heta destê sibê ew li wir bi darê ve jî girêdan, dîsa ne bû. [1754 mete_labirent] Êdî lê azirî bû. [1755 mete_labirent] Carina pir hêmin dixuya, carina jî har dibû, derdiket kuçê, dawa xwe di ser serê xwe de diqeliband, hetanî du saetan jî xwe hildikuta û digot: [1756 mete_labirent] » Çarşemî û pêncşemî!...« Li Şikefta Zoncikê hînî vê dîlana... ji me çêtir, hînî vê dîlana cinan bû bû. [1757 mete_labirent] Ji bilî van herdu rojan roja îniyê an jî rojeke din ne dihanî ser zimanê xwe. [1758 mete_labirent] Dû re bavê wê bihîst ku li Cizîrê şêxekî bi navûdeng heye. [1759 mete_labirent] Bavê wê î reben!... tê bîra min hertim ev keçika dida pey xwe û dibir. [1760 mete_labirent] Piştî du sê caran vê keçikê êdî ne dixwest biçe. [1761 mete_labirent] Asê dibû, çêr û dijûnên nemayê ji şêx re dikir. [1762 mete_labirent] Direviya. [1763 mete_labirent] Ji hemû gundiyan direviya. [1764 mete_labirent] Berê gelek ji diya min hez dikir, lê di demên xwe yên dawîn de êdî ne dihat ba diya min jî. [1765 mete_labirent] Ji bavê xwe jî direviya. [1766 mete_labirent] Bavê wê bi benê tûr herdu destên wê girêdida, li pey xwe dikaşkişand û dibir. [1767 mete_labirent] Heta paş axpîna jorîn jî qêrîna vê rebenê dihat û digot: [1768 mete_labirent] » Mekrûs bireve, Mekrûs!... Şêxê Cizîrê bêbext e, ew ê te bikuje û mala min bişewitîne, Mekrûs!...« [1769 mete_labirent] Dilê Nêrgisa koçer tenik bûye, bi tirs, bi dilpekîn, bi gewriyeke tije girî û bi çavên tije hêsir dibêje: [1770 mete_labirent] Dû re... têderxistin bê Mekrûs kî bû, metê? [1771 mete_labirent] De êdî Xwedê pê dizane. [1772 mete_labirent] Li gor gotina şêx jî, Mekrûs, xortekî ji wan bûye... ji me çêtiran. [1773 mete_labirent] Kewê bi wî re zewucî bûye. [1774 mete_labirent] Ne dixwest şêx wî xortî ji ser rake... Li gor gotina bavê wê, şêx gotiye: [1775 mete_labirent] » Ji wan du babet hene. [1776 mete_labirent] Hinek baş û hinek jî xirab in... Mekrûs ji ew yên çê ye û bêkês e. [1777 mete_labirent] Mekrûs wê bernade û keçik jî pir ji wî hez dike. [1778 mete_labirent] Keçik hertim wî haydar dike ku neyê nekeve daf û avê. [1779 mete_labirent] Ez dixwînim, dixwînim... ji wan gelek tên, lê Mekrûs nayê. [1780 mete_labirent] Bila keçik li vir be, wexta ku ez ba lê bînim, ez ê ji ser rakim.« Herweha ev keçika ne hat, her carê bi qasî heyştekî li ba şêx dima. [1781 mete_labirent] Ji xwe bavê wê çend caran tenê ew bir. [1782 mete_labirent] De îcar... karê Xwedê nexşîn e!... ez baş nizanim, lê dû re ev keçika ha bi zarok nexweş ma û di devê gundiyan de bû benîşt. [1783 mete_labirent] Her yekî ji xwe re tiştek li hev dihanî û zimandirêjî dikirin. [1784 mete_labirent] Paşîngê şêx bi bavê wê dabû zanînê ku Kewê ji Mekrûs bi zarok nexweş e. [1785 mete_labirent] Ev jî ji bavê wê re bû kuleke serê kulan û mîna ku êdî ji herdu dunyayên Xwedê jî bar keti be hustuyê rebeno... şerm dikir, ne dixwest çavên wî bi gundiyan bikeve. [1786 mete_labirent] Digotin, êdî ne diçû limêja îniyê jî. [1787 mete_labirent] Heta ku rojekê ev keçika ha mir. [1788 mete_labirent] Nêrgisa koçer bi rewşeke sipûsar li Xanê dinêre, mîna ku dawiyeke weha ne dipa, lêvên wê yên zuwa dilive û bi kelagirî dibê: [1789 mete_labirent] Mir?... [1790 mete_labirent] Erê, mir... mir, lê mirina wê jî bi rengekî xirab bû. [1791 mete_labirent] Hinekan digotin, ji me çêtir, cinên wê ketine ser û hinekan jî digotin bi dermanê kêçan miriye. [1792 mete_labirent] Xêr û guneh li hustuyê wan... lê digotin bavê wê dermanê kêçan bi wê daye xwarin ku jê pak bibe. [1793 mete_labirent] Tew pêşanî hukumatê jî ne dan û wusa veşartin. [1794 mete_labirent] Ma tu dibêjî dildariya kesên dîn û cinî!... Diya wê çêlî dildariya wê dikir, digiriya û digot: [1795 mete_labirent] » Di ber mirina xwe de jî Kewê xwe li ser sekûkê diqepijand, Mekrûs! [1796 mete_labirent] Mekrûs!... hewar dikir, bi çavekî bêguman vedigeriya ser min û digot: Heta anuha jî ez û Mekrûs, em bi hev şa ne bûne.« [1797 mete_labirent] Li hemberî vê bûyerê, mitûmatî û dilpekiya Nêrgisa koçer lê zêdetir û dilê wê teniktir dibe, çavên xwe mezintir dike û dîsa vedigere ser Xanê: [1798 mete_labirent] Metê heyran, lê bavê wê çi digot? [1799 mete_labirent] Bavê reben!... De êdî bavê wê î reben jî keti bû çi rewşê! [1800 mete_labirent] Xwedêyo, bûyereke weha di serê dijminan de neyê! [1801 mete_labirent] Piştî mirina wê, devê bavê wê jî hati bû girtin û ziman lê ne digeriya. [1802 mete_labirent] Şêniyên gund ji kêleka wî kêm ne dibûn, lê dîsa jî bêkês bû. [1803 mete_labirent] Digotin, di quncikekî oda mala xwe de rûnişti bû, ji ciyê xwe ranedibû, li dora xwe mêze ne dikir, ne nan û ne jî av... tiştek ne dixwar. [1804 mete_labirent] Jina wî digot, ji ber mirina Kewê wusa bûye. [1805 mete_labirent] Ji xwe bi heyşt rojan piştî mirina keça xwe, ew jî tetirxanî bû û mir. [1806 mete_labirent] Nêrgisa koçer tengijî ye, xençer lêkeve xwîn jê naçe, tiştekî dilhejîn li gewriya wê dipiçike, kirtika pozê wê dişewite, firnikên wê pêl didin, lêvên wê diricifin, dixwaze tiştekî din jî bibêje, pirseke din jî bike, lê kelagiriyê li gewriya wê rê nade wê, hemû hêza di xwe de berhev dike û ji nişka ve: [1807 mete_labirent] Lê... diya wê?... dibêje û bi vê pirsa xwe re kûrîniyeke ji dilekî şewitî pê dikeve, Xanê xwe davêje ser Nêrgisa koçer, bi kujê dawa kirasê xwe hêsirên rijiyayî paqij dike û: [1808 mete_labirent] Wîî... ez bi qurbana te, tu çima dilê xwe tenik dikî?... Tu diya wê dipirsî, diya wê sax e. [1809 mete_labirent] Ma tu Leto nas nakî? [1810 mete_labirent] Xaltiya Leto diya wê ye. [1811 mete_labirent] Lê ew jî... tu jî dibînî ku ew jî êdî ji serê xwe çelq bûye. [1812 mete_labirent] Ü loma hersal dema ku kulîlkên payîzê li ser goristanê serê xwe derdixin, ew jî diçe di ser gorna Kewê de, di xwe de lîlikan dibarîne, dilorîne... heta serê payîza paşîn jî karê wê her ev e. [1813 mete_labirent] Nêrgisa koçer êdî bi deng digirî, ji bo ku kesek di kuçê de nebîne û ew jî şerm neke, radibe diçe hundurê goma mala Xanê ku li wir bi dilê xwe bigirî, Xanê serî gavê diçe ber deriyê goma berxan û jê re dibê: [1814 mete_labirent] Erê de derkeve, ma tu dîn î! [1815 mete_labirent] Nêrgisa koçer li wir têr digirî, çavên wê ji girê sor dibin, heta demeke dirêj jî av ji pozê wê tê û dibe fişkefişka wê, Xanê li vê rebeniya rewşa wê dinêre, ji gomê derdixe û bi pişirîn dibêje: [1816 mete_labirent] Tu ji xwe re têr girîyayî, ne wusa? [1817 mete_labirent] Nêrgisa koçer serê xwe dixe ber xwe, deng nake, li ruyê Xanê jî mêze nake, mîna ku di ramanên xwe de li tiştekî asê bibe, di ber xwe de her li derekî, li qirşekî, li kevirekî piçûk temaşe dike, Xanê dixwaze ku hinekî dilê wê î guvişî xweş bike, bi rûkenî dibêje: [1818 mete_labirent] De ka bibêje, Siyabend ji te çi dixwest, miqûfê!... [1819 mete_labirent] Lê ev henekên Xanê şopên girî ji xweşruyê Nêrgisa koçer wenda nake, nola ku guhdariya sitraneke dilşewat kiri be, anuha dilê wê nerm û tenik bûye, xemgîn ketiye û êdî nikane zêde jî bipeyive, tenê bi pişirîneke xemsar, di ber xwe de û bi dengekî nîvçe dibêje: [1820 mete_labirent] Ez jî dikim êdî biçim, metê. [1821 mete_labirent] Erê, de tu rûniştiyî, lê!... ma hêka te li malê sar dibe! [1822 mete_labirent] Nêrgisa koçer bi fişkefişk, bi dijwarî pişirîneke hûrik dikişîne ser lêvên xwe, bi Xanê dide zanîn ku divê ew biçe, xatir jê dixwaze û di ber beroşa gêrmiyê re ji hewşê derdikeve, heta derê hewşê Xanê jî li pey wê rast dibe, li wir çavên wê bi du zarokan dikeve ku li kolanê di nava xweliyê de dilîzin, bi du dengan bangî wan jî dike ku werin gêrmiyê bixwin. [1823 mete_labirent] Mamoste Kevanot li ber deriyê mala Şero, ji hêla hewşê dengê Mîxo î notirvan dibihîse: [1824 mete_labirent] De rabe, malava! [1825 mete_labirent] Ro çû ava, ma tu ê kengî serê min çêkî? [1826 mete_labirent] Şeroyê xwediyê hewşê jî bi rikebarî lê vedigerîne û dibêje: [1827 mete_labirent] Bi navê Xwedê, heta ku tu peran nedî min, ez destê xwe navêjim meqesê... de îcar te bawer kir! [1828 mete_labirent] Di devê deriyê hewşê de mamoste Kevanot dinêre ku weke hertim civateke piçûk li ser sekûka hewşa mala Şero li hev geriyaye, ev hewşa ha ne tenê hewşa vê malê, rasterast hewşa gund e, li hênikayiyên êvarên weha, hertim çend kes li vê hewşê peyda dibin, çend kesên ku vê hewşê ji oda gund diçêtirînin. [1829 mete_labirent] Anuha jî Hoto î navmalok hatiye vir ku li riya avê temaşe bike, Mîxo î notirvan dixwaze ku Şeroyê xwediyê malê serê wî çêbike, lê Şero bi destîtevirekî de ketiye û rêş dike, jina Şero li ber argûnê hewşê rûniştiye kuftên dagirtî çêdike. [1830 mete_labirent] Mîna ku mamoste Kevanot ji vê bergehê xweş be, bi dengekî nîvken û nîvhenekî dibêje: [1831 mete_labirent] Xuyaye dîsa hûn li ser tiştekî li hev nakin. [1832 mete_labirent] Şeroyê xwediyê malê: [1833 mete_labirent] Binêre va xoce jî hat, bila ew... dibêje, tefşo û destîtevirê di destê xwe de datîne hêlekê, radibe ser xwe, pêşa şelwarê xwe dawdişîne, ber bi mamoste Kevanot diçe û didomîne: ji bona Xwedê bila xoce bibêje, anuha li bajêr çêkirina por û kurkirina riyekî bi çiqas pere ye, xoce? [1834 mete_labirent] Mamoste Kevanot bi ken destê xwe davêje eniya xwe, dike ku buhayekî berberiya bajêr bibêje, lê tavilê têdigêhîje ku wî hay ji tîştekî weha nîne, bi qasî hefteyekî beriya ku were vî gundî, serê xwe li bajêr daye çêkirinê û anuha jî tew nayê bîra wî, jê û pê ve hertim ser û riyê xwe li vir, li ba Şero daye çêkirinê û hertim jî bi deyn an jî bi pereyekî hindik, loma ew kenê li ser ruyê wî hêdî hêdî divemire, lê ji bo ku mijara galegalê bidome û germtir bibe, weha dibê: [1835 mete_labirent] Em bibêjin ku seriyek bi deh panotan e û tev rî bi panzdeh panotan e. [1836 mete_labirent] Bi tevgereke bêçare Şero herdu destên xwe ber bi Mîxo î notirvan vedigire, nizim û bilind dike û dibê: [1837 mete_labirent] A ez jî dibêjim, ji dehan, ji panzdehan panotekî bide min. [1838 mete_labirent] Em gundiyên hev, nas û dostên hev in... Xem nake panotekî bide, bes e. [1839 mete_labirent] Pere pere ne! [1840 mete_labirent] Mamoste Kevanot pêşiyê li Mîxo î notirvan dinêre, dû re li Şero vedigere û dibê: [1841 mete_labirent] Ka ew dixwaze çiqasî bide? [1842 mete_labirent] Mîna ku Şero hêviyeke herî piçûk jî di muşteriyê xwe de nebîne: [1843 mete_labirent] Nizanim, dibêje, ku bi daxwaza wî be, ew naxwaze tiştekî jî bide. [1844 mete_labirent] Çiqasî dide bila bide, pere pere ne, lê ez bê pere çênakim û hew! [1845 mete_labirent] Mîxo î notirvan bi zimanekî tinazî: [1846 mete_labirent] Ew bê pere tiliya xwe jî di çavê meriv re nake, dibêje, destekî xwe ber bi beroşa kuftikan bilind dike û bi tinaz didomîne: Lê ku tu bibêjî: a ji te re pênc panot û ji dêla heskê ve bi destê xwe wan kuftikan ji beroşê derxîne, Şero ê wusa bike... ez baş dizanim ku... ez bi sê kevirên jinberdanê sond dixwim ku ew ê wusa bike. [1847 mete_labirent] Daxwazeke firqûzane bi mamoste Kevanot digire ku ew jî beşdarî vê peymanê bibe, li Şero dinêre, pîj dike: [1848 mete_labirent] Ya sitar!... dibêje, ewqas jî nabe, lo!... ku bikani be bi lepan wan kuftikan ji beroşê derxîne, ez ê bi xwe jî pênc panotan bidime wî. [1849 mete_labirent] Bi van gotinên jorîn re Şero di ber xwe de hûr hûr dikene, dû re li mamoste Kevanot vedigere û dibê: [1850 mete_labirent] Xuyaye perên te jî di te de dixurin, xoce. [1851 mete_labirent] Mamoste Kevanot jî bi vê nexweşiya rikebariyê dikeve û: [1852 mete_labirent] Ango çi, dibêje, ma tu ê bikani bî bi lepên xwe kuftikan ji beroşê derxînî? [1853 mete_labirent] Heta nuha jî min ne dîtiye ku yekî lepên xwe di ava kelandî de kiriye û kuftik jê derxistine. [1854 mete_labirent] Şero kurt dibire, zendên piyê xwe ber bi jor hildiçine, nola ku ji van destên xwe hunereke veşartî pîşanî mamoste Kevanot bide, herdu destên xwe weke du carûtên zengarî ber bi wî bilind vedigire û dibê: [1855 mete_labirent] Perên xwe derxîne! [1856 mete_labirent] De derxîne... ez ji te re keleke kuftik... perçekî herî piçûk jî tê de nahêlim, ez ê bi van destên xwe hemûyî derxim. [1857 mete_labirent] Mamoste Kevanot destê xwe davêje dizdanê xwe, ken bi yên dorê dikeve, Şero têdigêhîje ku peyman bêhenek e, li Şarika jina xwe vedigere û dibê: [1858 mete_labirent] Ma kuftên beroşa te ne keliyane, Şarê? [1859 mete_labirent] Jina wî li ber beroşê bi pilepil pê dide zanînê ku henekên ava germ tunene, dest û zend ê li wî biperite, lê pênc lib panotên hesinî ji dizdanê mamoste Kevanot derketine û anuha di kefa destê Şero de ne, hemû kesên li wir li ber beroşa kuftikan dicivin, ew ê binêrin ka Şero ê çawa wan kuftikan ji beroşê derxîne, Şarika jina wî ji bêgavî sêniyeke fere tîne û dide hêla rastê. [1860 mete_labirent] Piştî ku Şero avekê di ser destê xwe de dike, diçe di ser beroşê re disekine, ava beroşê bi bilqebilq dikele, kufte di beroşê de zîz dibin û li hev diqulibin, Mîxo î notirvan li ber Şero digere û dibê: [1861 mete_labirent] Ez bi qurban, Şero! [1862 mete_labirent] Tu were dev ji vê peymanê berde û serê min [1863 mete_labirent] çêbike. [1864 mete_labirent] Ez dizanim tu ê destê xwe bişewitînî û serê min ê jî bimîne. [1865 mete_labirent] Şero: [1866 mete_labirent] Bi Xwedê ev perên ha êdî ji bêrika min dernakevin. [1867 mete_labirent] Ü ev perên ha perên pênc şeş seriyên weke serê te ye, Mîxo!... dibêje, ji nişka ve destê xwe î rastê di beroşê de dike û derdixe, kuftikekê di sêniyê de datîne, destê xwe li ba dike, sar dike, jan û tîna ava germ bi derxistina vê kuftika pêşîn re li tilî û pişta destê wî dide der, ji hewşê dengê ken û niçeniçê bilind dibe, bi berz û nizimbûna dengê ken re destê Şero jî dadikeve nava ava germ û bi kuftikeke din û yeke din derdikeve, jina wî misînê avê tîne û dibê: [1868 mete_labirent] Piştî derxistina her kuftikekê ava cemidî li zenda xwe bike ku bila... [1869 mete_labirent] Mamoste Kevanot bi ken dest davêje misîn, ji destê jina Şero digire, li hêlekê datîne: [1870 mete_labirent] Bi Xwedê ez napejirînim, dibêje, wusa nabe... Di vê peymana me de ava misîn tune bû!... [1871 mete_labirent] Bi van gotinên mamoste Kevanot re soraviyeke şermokî li ruyê Şarika jina Şero xwe dide der, mîna ku anuha mêrê wê di duelloyeke bêyom de be, bi rewşeke bihêvî û dilekî şewitî lê dinêre, ev bergeha jina wî du sê caran li perda çavên Şero xuya dibe û herweha ev peymana kuftikan jê re dibe dozeke namûsê, heta anuha jî dixwest ku destekî xwe, destê xwe î rastê tenê bi kar bîne, lê anuha ew jan, ew şewat, ew peyman, ew pere û ew şermesariya li ruyê Şarika jina wî lê dibe hêrs û vê carê herdu destên wî di beroşê de dibin û ji ava kelî derdikevin, Şarika jina wî bi dilekî helisî di ber xwe de dike pilepil û dibêje: [1872 mete_labirent] Bi Xwedê ev mêrika ê xwe bişewitîne... ew ê xwe bikuje. [1873 mete_labirent] Mîxo î notirvan vê carê xwe davêje bextê mamoste Kevanot, li ber digere û dibê: [1874 mete_labirent] Xoce heyran, xoce, jê re bibêje bes e, bila serê min çêke. [1875 mete_labirent] Lê mîna ku mamoste Kevanot bixwaze ew pênc panotên wî heqê xwe derxîne, tiştekî din dibêje: [1876 mete_labirent] Na na, kuftikek jî tê de bimîne, nabe. [1877 mete_labirent] Li gor peymanê, divê perçên kuftikên jihevketî jî tê de nemîne. [1878 mete_labirent] Şero perçên kuftikên jihevketî jî di beroşê de nahêle, rasterast hîjdeh kuftik di sêniyê de berhev dibin, ji serê tiliyên Şero heta ber herdu zendên wî ditevizin, sor dibin, wusa sor dibin ku meriv dibêje qeyê çerm ji ser rakirine, Şarika jina wî zûzûka misîn digire, avê li zendên wî dike û dû re pê dide zanînê ku divê ew ava firingiyan di dest û zendên xwe bide. [1879 mete_labirent] Ava firingiyan li dest û zendên Şero dibe û bi merxemekê têne pêçanê, kenê ku vê carê ji hewşê bilind dibe êdî ne ewqas ji dil e, weke ji van kenên ku pirî caran ji ehmeqiyê dibe, kenekî wusa bi taybetî jî li mamoste Kevanot xuya dibe, Mîxo î notirvan bi gazindarî di ber xwe de dike pilepil û dibê: [1880 mete_labirent] Ez dizanim ku êdî serê min çênabe. [1881 mete_labirent] Diyar dibe ku êş û şewata zendên Şero nû xwe lê dide der, carina serê tiliyên xwe bi hinek deverên zendên xwe ve dişidîne, lê dîsa jî bi tevgereke serketî dibêje: [1882 mete_labirent] Di roja îroyîn de dema ku meriv bibêje pere, ava çem û kaniyan disekine!... [1883 mete_labirent] Mîxo î notirvan dizane ku serê wî nayê çêkirinê, Hoto î navmalok: ez birçî me, dibêje, diçe wê sêniya kuftikan digire û ber bi sekûka hewşê tîne, hemû kesên li ser sekûka hewşê wê sêniya kuftikan datînin ber xwe, bi ken û henek dest bi xwarinê dikin, di wê gavê de Bekoyê Garût di kuçê de xuya dibe, di devê deriyê hewşê de dengekî li mamoste Kevanot dike û dibê: [1884 mete_labirent] Ekmek sizda û ya bizda, xoce!(*) Xoce ji ber sêniya kuftikan radibe mîna ku parolayekê bibersivîne: [1885 mete_labirent] Leşgerên şevê daketine newalê, dibêje û bi vê gotina xwe re destê xwe davêje ber pişta xwe, di ber pişta wî de, di binê qutikê wî î fere de tiştekî wekî sing an jî lûleyekê dixuye, herçiqas ev hevokên jorîn bi awakî sergirtî têne gotin, lê yên li ser sekûka hewşê têdigêhîjin, ew têdigêhîjin ku îşev şeva nêçira çûçikan e, piştî ku Bekoyê Garût jî tê beşdarî seremoniya xwarina kuftikan dibe, Mîxo î notirvan û Hoto î navmalok pê didine zanîn ku ew ê jî werin. [1886 mete_labirent] Kuftikên di sêniyê de diqedînin û beriya ku ji vir belav jî bibin, ev hogirên ha li hev dikin ku bi tariyê re li mala Bekoyê Garût berhev bibin. [1887 mete_labirent] Bi tariya êvarê re kesên navkirî li mala Bekoyê Garût amade ne, mijara axaftina wan li ser darê lastîkê, nîşandarî, sipîndar û kevirên gulover e, deriyê odê vedibe, Mem û Beşîr î xwendekar dikevine hundur, mamoste Kevanot çav li van xwendekarên xwe dikeve, vedigere ser Bekoyê Garût û: [1888 mete_labirent] Binêre, leşgerên şevê hatin, dibêje. [1889 mete_labirent] Herdu leşgerên şevê tên, tûrê di destê xwe de datînin ber mamostê xwe, li kêleka wî cî didine xwe û bi serbilindî pê didine zanîn ku wan heta anuha jî li Newala Cinan kevirên gulover berhev kirine. [1890 mete_labirent] Mamosta Kevanot destê xwe di tûr de dike, bi kêfxweşî mistekê ji wan kevirên gulover derdixe, ber bi Bekoyê Garût dirêj dike û bi tevgereke nepixî dibêje: [1891 mete_labirent] Fermo, binêre!... ji Newala Cinan berhev kirine. [1892 mete_labirent] Bekoyê Garût dest davêje bêrîka xwe, darê lastîkê jê derdixe, ji wan keviran yekî ji mista mamoste Kevanot digire, di nava qayişa lastîkê de bi cî dike, dide ber çavê xwe, ber bi jor du sê caran vedikişîne, berdide, serê xwe î piçûk di binê şewqê xwe yê gir î qilêr de dihejîne û dibê: [1893 mete_labirent] Ez bi heyrana te bim. [1894 mete_labirent] Ji bona Xwedê ca lê binêrin! [1895 mete_labirent] Keç e, keç!... weke çîpên keçeke berzewac!... [1896 mete_labirent] Bi van pesinê Bekoyê Garût re, mamoste Kevanot layita xwe ya sê baterî ji ber pişta xwe derdixe, berê wê dide binê zikê xênî û vêdixe, ronahiya layitê li ser max û mertegên zikê xênî xelek xelekî belav dibe, çavên xwe ber bi jor dike, serê layitê badide û dixwaze tevayiyê xelekên ronahiyê li gulokekê berhev bike, lewra ew dizane ku ji bo nêçira çûçikan divê tîrêjên ronahiyê mîna gulokekê li derekê berhev bibe, xwendekarên wî di ciyê xwe de dikine pistepist, Mem xwe nagire û bi dengê piçûkekî dibêje: [1897 mete_labirent] Hinekî din sî, mamoste, hinekî din sî bastir... Bekoyê Garût: [1898 mete_labirent] Belê, xoce, belê, gotina zarok e, hinekî din jî baştir bike, dibêje û van gotinên zarok rast dipeyitîne. [1899 mete_labirent] Mîxo î notirvan di bin çavan re li Hoto î navmalok dinêre, di ber xwe de dikene, vedigere ser mamoste Kevanot, destê xwe ber bi wî dirêj dike û dibê: [1900 mete_labirent] Bi Xwedê, xoce, te jî rasterast xwiyê me girtiye. [1901 mete_labirent] Mamoste Kevanot van gotinan li dilê xwe nagire, şerm nake, bi pişirîneke şêrîn beşdarî kenê wan dibe, mîna ku wersira ava vî gundê ha deşîfre bike, Hoto î navmalok dibê: [1902 mete_labirent] Ê... ev bû sê sal ku xoce ava gundê me vedixwe, ma hîn jî xwiyê me negire? [1903 mete_labirent] Di vê navberê de lastîk, kevir û layita wan amade dibin, selikekê didine dest Beşîr, tûrê keviran bi hustuyê Mem de dikin, mamoste Kevanot jî layita xwe ya dirêj digire destê xwe û radibin ser xwe, Bekoyê Garût dîsa lastîka xwe ji hev dikişîne, berdide, berê xwe dide Mîxo î notirvan û Hoto î navmalok: [1904 mete_labirent] Hûn ê jî çûçikan berhev bikin, serjê bikin, bavêjin selikê. [1905 mete_labirent] Mîna ku ew ê hêrişî ciyekî bikin, bavêjin ser derekê û wir bişewitînin, bi reng û dilpekiya leşgerên şevê yek bi yek li pey hev derdikevin, bêguman dilpekiya mamoste Kevanot ji ya hemûyan jî bêtir e, nêçirvan ji dara hewşa mala Bekoyê Garût dest pê dikin, mamoste Kevanot berê layita xwe ber bi jor dike, tîrêjên ku li hev bûne gulok li ser giliyên dara tûyê digere, li derekê disekine, bêyî ku layita di destê xwe de bilivîne an jî destê wî biricife, bêyî ku serê xwe li hêlekê bizivirîne, bi serbilindiya diyîna tiştekî nû dengekî li Bekoyê Garût dike û: [1906 mete_labirent] A ji te re, Beko!... dibêje, xenîmê çavên te be, ma ez hîn ji te re çi bikim! [1907 mete_labirent] Weke sîngê... [1908 mete_labirent] Sîngekî sipî li ser giliyekî jora darê ketiye lîsê, Bekoyê Garût nîşanê li wî sîngê sipî digire, qayişê vedikişîne û berdide, bi tepîneke bêcir re ew sîngê sipî ji wir, ji ser giliyê jorîn bilind dibe û tê xwarê, nola pisporekî vî karî ha mamoste Kevanot vê carê jî ronahiya layita xwe serjêr dike, çûçik li erdê dipirpite, dilpekiyeke kêfxweşîn bi xwediyê layitê digire, rê nade yekî din û ew bi xwe dibeze ser çûçikê, ji erdê radike û bêyî ku pirsa kêrê bike, mîna lehengekî Fiesta de Sangre(*) tavilê serê wê hildiqetîne, bêhn û tîna çilkên xwînê xwe li tiliyên wî dide der û çavên xwe li selikvan digerîne. [1909 mete_labirent] Fiesta de Sangre: Bi spanî ye û tê mana »şayiya xwînê«. [1910 mete_labirent] Di vê şayiyê de spanî bi gelek babetan bi xwînê dilîzin, xwînê dirijînin. [1911 mete_labirent] Ji babetan yek jî ev e ku mirîşkên ganî bi werîsekî ve ji lingan serjêr darde dikin, bi rext û [1912 mete_labirent] Hemû kevirên ku ji lastika Bekoyê Garût derdikevin, yek jî vala naçe, bi havêtina her kevirekî re çûçikek reben ji lîsa nîvê şevê dihecire û tê xwarê, li binê vê dara hewşê rasterast yanzdeh çûçik ji lîs û serê xwe dibin, dû re jî wekî nêçirvanekî kevnare mamoste Kevanot berê xwe dide kesên dora xwe û dibêje: [1913 mete_labirent] Anuha jî divê em xwe berdin nava sipîndaran. [1914 mete_labirent] Nêçirvan bi gotina mamoste Kevanot dikin, bi ronahiya layita wî ji wir dûrdikevin, di pêş malan re, di paş sergo re hokê li xwe badidin û hêdîka xwe berdidin nava sipîndaran, li gor rêdara nêçirvaniyeke weha, divê bêdeng dakevine nav daran, an ne çûçik ê ji lîsa xwe bihecirin û bifirin, loma di ronahiya layitê de heta ku ji destê wan tê li gor rêdara vê nêçirvaniyê dikevine nav sipîndaran û dest bi karê xwe dikin. [1915 mete_labirent] Bekoyê Garût bi dengekî nizim vedigere ser mamoste Kevanot dibêje: [1916 mete_labirent] Ca ji xwendekarên xwe bipirse, xoce... bipirse ka çend kevirên wan mane. [1917 mete_labirent] Beriya ku mamostê wî pirseke weha jê bike, Mem î berpirsiyarê tûrê kevirên gulover di tariyê de destê xwe î piçûk ber bi ronahiya layitê bilind dike û dibê: [1918 mete_labirent] Tenê ses kevir mane. [1919 mete_labirent] Mamostê Mem vê peyvika xwendekarê xwe serast dike û dibê: [1920 mete_labirent] Tenê şeş kevir mane, Beko, bi gotineke din têra şeş çûçikan mane. [1921 mete_labirent] Bêyî ku hustuyê wan biqurime, nêçirvan di nava sipîndaran de bi qasî du saetan çavên xwe ji pey ronahiya layitê nakutin û li jora sipîndaran dinêrin, heta dawiyê bi tevayî çar kevirên Bekoyê Garût vala diçin, ew jî du libên wan davêje bergekî sipîçolkî loma. [1922 mete_labirent] Selika di destê Beşîr de bertije dibe, carina destê xwe î piçûk li ser pûrta çûçikan digerîne û pê kêfxweş dibe, carina jî di dilê xwe de xwezila xwe bi nîşandariya Bekoyê Garût tîne û ji kwîr de keserina vedide. [1923 mete_labirent] Nêçirvanên çûçikên şevê ji nava sipîndaran derdikevin, ji wir dûrdikevin, li mala Bekoyê Garût vedigerin, heta ber deriyê hewşê jî mipostal, li ser pişta hespê bi bezeke siwarî di binê vî werîsî re derbas dibin, dest davêjin serê van mirîşkên dardekirî ku bi carekê re hilqetînin. [1924 mete_labirent] ku siwarê hespê bi carekê re bi ser nekeve, an jî ku mirîşik xwe hilkute û serê wê bi dest siwar nekeve, wê çaxê li gor berbora spaniyan ew sala ha ê ji bo wan bibe saleke reş. [1925 mete_labirent] Weke şayiyeke netewî ev şayiya ha hersal li Spanyayê tê pîroz kirin. [1926 mete_labirent] jara peyivîna wan pesin e, pesinê li ser nîşandariya Bekoyê Garût e. [1927 mete_labirent] Mîna ku ji mamoste Kevanot re bibe xwiyekî hertimî, çer ku xwe digihîne hewşê dîsa ronahiya layitê ber bi jor dike û dibîne, dibîne ku çûçikekê xwe daye ser giliyekî herî jor, xwe diricifîne û ji bo lîsê cî dide xwe, xuyaye ku hîna nû ji nava sipîndaran heciriye û hatiye xwe havêtiye bextê vê dara hewşê, Bekoyê Garût bi quretiya nîşandarekî mezin lastîka xwe ji hev dikişîne û dibê: [1928 mete_labirent] De qeyê nan û ava vê rebenê jî li ruyê vê dunyayê ne maye. [1929 mete_labirent] Nêçirvan dikenin û Mîxo î notirvan zûzûka dibê: [1930 mete_labirent] Na Beko, na... ez bawer nakim ku tu wê çûçikê bixînî. [1931 mete_labirent] ku tu bi kevirekî re wê bixînî, a ev simbêla reş jî ji min re ne pêwîst e, bavo!... ez ê kur bikim! [1932 mete_labirent] Bekoyê Garût lastîkê di destê xwe de sist dike, ji nîşanê vedixe, vedigere ser Mîxo î notirvan û dibê: [1933 mete_labirent] Çima, bavo? [1934 mete_labirent] Ma ew simbêla ji te zêde ye, an li ser lêvên te yên dirêj giraniyeke xwe heye? [1935 mete_labirent] Dîsa kenekî dengdar bi nêçirvanan digire, mamoste Kevanot berê layita xwe bi Bekoyê Garût de dike, dû re vedigere ser Mîxo î notirvan û dibê: [1936 mete_labirent] Baş e, ez jî dibêm... ez jî dibêjim ku Beko ê bi kevirekî re bixîne. [1937 mete_labirent] ku bixîne, tu ê ji simbêla xwe bibî, Mîxo... ku nexîne, wê çaxê ez ê simbêla xwe ya sor kur bikim!... [1938 mete_labirent] Ken li nêçirvanan bilintir dibe, dilê wan bêtir dipeke, herdu alî li hev dikin û ji Bekoyê Garût re dibêjin: [1939 mete_labirent] De baş e. [1940 mete_labirent] Bekoyê Garût li herdu rikebaran vedigerîne û dibê: [1941 mete_labirent] Anuha... li gor vê peymanê ku ez wê çûçikê bixînim jî û nexînim jî, her ew ê simbêlek here, ya rastî heyfa min bi simbêlên we tê, lê hûn werin em dev jê berdin, bila simbêlên we li ber pozên we bimîne û ev çûçika ha jî îşev nehecire... [1942 mete_labirent] Lê herdu nêçirvanên xwedîsimbêl bi hev re û bi devekî rikebar dibêjin: [1943 mete_labirent] Na na!.. Tu bi serê Xwedê dikî... bi vî Mekanê Mala Dînan dikî, tu [1944 mete_labirent] ê bavêjî!... Yê mayî, Hoto î navmalok jî vê hingemê pîj dike, sor dike û dibêje: [1945 mete_labirent] Na na, Beko, tu bavêje. [1946 mete_labirent] Lê bila ew jî sond bixwin ku ew ê bi rastî simbêlên xwe... [1947 mete_labirent] Herdu xwediyên simbêlan dîsa bi hev re û bi dengekî bi Mekanê Mala Dînan sond dixwin, bi vê sonda mezin re ronahiya layita di destê mamoste Kevanot de ber bi jor radibe, li ser giliyê dara hewşê digere, çûçik hîn li ciyê xwe ye, Bekoyê Garût lastîka xwe ber bi wê vedikişîne, beriya ku berde bi pilepil: [1948 mete_labirent] Heyfa min ê bi simbêla reş were, dibêje û berdide, bi tepînekê re dengê hîskehîska zarokekî tê bihîstin, mamoste Kevanot ronahiya layitê ber bi dengê hîskehîskê, ber bi hêla der, ber bi serê kuçê dirêj dike, dinêre ku zarokek e, li ber tîrêjîn layitê mîna ku bi lîlikên çavên xwe alîkariyekê bixwaze her dihîske, Mîxo î notirvan bangî wî dike û dibê: [1949 mete_labirent] Çi ye, Salo?... Çi fişkefişka te ye? [1950 mete_labirent] Saloyê ku li bendî alîkariyekê ye dilê wî tenik dibe, ew giriyê ku li gewriyê piçikiye bi carekê re berdide û kûrekûreke dilşewat pê dikeve: [1951 mete_labirent] Ba... bavê min... dimire! [1952 mete_labirent] dibêje û ber bi mala seyda dibeze, ji bilî Mem û Beşîr hemû nêçirvanên şevê berê xwe didin mala Cindîyê bavê Salo, xwendekarên mamoste Kevanot an jî bi gotina wî, leşgerên şevê jî tev selika çûçikan bi pêlikên mala Bekoyê Garût ve hildikişin jor û li wir li bendî wan disekinin. [1953 mete_labirent] Jin û zarokên Cindî li ber serê wî rûniştine û bi hîskehîsk diqirqilin, nêçirvanên şevê xwe digêhînin paş serê wî û dorê lê digirin, ji wan, ji yên dorê dengekî nizim tê bihîstin û dibê: [1954 mete_labirent] Dîsa ji me çêtir, cinên rebeno pê girtine. [1955 mete_labirent] Ev rebenê ha jî ji wan pîrozweran pak ne bû... [1956 mete_labirent] Lê ev rebenê ha ne hay ji hatina nêçirvanan heye û ne jî ji peyivîna wan, heta ber gewriyê bi lihêfekê nixumandî ye, çavên wî vekirî û bi baldarî li binê zikê xênî dinêre, mîna tawanbarekî ku li bendî dadpirsiya xwe be, dilê wî çargopal lêdixe, ditirse ku vê carê çi êş û şikence lê bibe, dilopên xwîdaneke hûr li ser eniya wî nola serê germijokan dide der, binê porê wî şil û bêhna nexweşiyeke bênav jê tê, ji nişka ve ricifiyek tê giyanê wî, gwîn lê zer dibe, serê xwe li ba dike, bi dilekî şewitî dest bi bergerînê dike û dibê: [1957 mete_labirent] Ez bi qurbana we, zarokên min hûr in. [1958 mete_labirent] Hûn ji me çêtir in, dev ji min berdin! [1959 mete_labirent] Ez rebenekî Xwedê me!... [1960 mete_labirent] Dû re girîyekî nîvxeniqî li gewriya vî rebenê Xwedê dipiçike, ew gwînê wî yê zer vê carê sor dibe û dû re bi mor dixeniqe, serê xwe bêtir li ba dike, digirî, dikûre, diqîre: [1961 mete_labirent] Na... na, ez bi goriya we!... Sînoyê min piçûk e, kezeba min e... ez nikanim!... Destê min lê nagere... Hewar! [1962 mete_labirent] Baş e, baş e... De wî tevşoyî bidine min! [1963 mete_labirent] Ez ê bi ya we bikim... ka wî tefşoyî bidine min! [1964 mete_labirent] dibêje û destê xwe di binê lihêfê de diqoqizîne ku derxîne. [1965 mete_labirent] Mîxo î notirvan û Hoto î navmalok xwe davêjin ser sîngê Cindî, lihêfa wî hişkfirî pê ve dizeliqînin, Bekoyê Garût bi herdu destan serê Cindî digire ku zêde li ba nebe, mamoste Kevanot dibîne ku ew seriya weke kunekî şil di nava destên Bekoyê Garût de nahewe, loma ew jî destên alîkariyê dirêjî serê Cindî dike û pê digire, bi vê alîkariyê re li ser wan destên xwe yên neşûştî çilkên xwîneke nîvter û nîvhişk, xwîna çûçikan dibîne, di nava tiliyên wî de û bi vê xwînê ve du sê pûrtên çûçikan jî bi ber çavan dikevin. [1966 mete_labirent] A di wê gavê de bêhna xwîdana nexweşiya Cindî û bêhna wê xwîna li ser destên mamoste Kevanot li nav hev dikeve, xwe li pozê wî dide der, bi tirs, bi dilverişîn destên xwe yên alîkariyê bi şûn de vedikişîne û bi çavên xwe dibîne, dibîne ku Cindî nola rêsiyêkî gîyê li hev tê badanê, reş û mor dibe, bêhna wî diçike, deng jê dernakeve, tenê carina bi dijwarî devê xwe ji hev dike û dixwaze tiştina bibêje, lê ew gotinên ku ji devê wî derdikevin mîna ku di nava diranên wî de hatine cûtin, bi melodî û fonetîkeke seyr in, ewqas seyr û ewqas seyr in ku heta nuha jî zimanekî bi vê melodî û vê fonetîkê ne hatiye bihîstin, ji kesên dorê yek şirove dike û dibêje: [1967 mete_labirent] Ev zimanê wan e... zimanê aferîdên pîrozwer, zimanê cinan e. [1968 mete_labirent] Jina Cindî pêşa xwe dide ber devê xwe û bi şûn de xwe bi dîwêr ve dizeliqîne, ji nişka ve çav li mamoste Kevanot beloqî dibin, tevayiya zanistiya wî ya kevin û nû li nav hev dikeve, weke birûskekê di ramanên wî de vedijine, bêyî ku tiştekî ji hev derxîne di ciyê xwe de devjihevî dimîne, dest û lingên Cindî lê dibine weke ço, serê xwe li çep û rastê xwe li ba dike, dev û lêv lê xwar dibe, xwe hildikute, xwe diguvişîne, dipirpite, Mîxo î notirvan û Hoto î navmalok tevayiya giraniya xwe didine ser dest û çîpên wî û nahêlin xwe bilivîne. [1969 mete_labirent] Di vê navberê de pirtûka pîrozwer di dest seyda de dikeve hundur, tev silaveke Xwedê bi dengekî dagirtî û gewriyeke mîkrofonane: [1970 mete_labirent] Zêde di ser serê wî re nesekinin, ne baş e, dibêje û zûzûka, bi gavên ewle, bi rewşeke qure, bi tevgereke bêhenek heta baş serê Cindî diçe, li hêla wî ya çepê cî dide xwe, devê pirtûka pîrozwer vedike û ji rûpeleke wê tiştina dixwîne: [1971 mete_labirent] kul ûhiye îleyye ennehustem’a neferun minelcinnî fekaálû înna semî’na Qur’ánen aceben [1972 mete_labirent] yehdîy îlerruşdî feamenná bîh ve len nuşrîke bîrabbîná ehadá [1973 mete_labirent] ve ennehu te’álá ceddu rabbîna mettehaze sahibeten ve la veledá [1974 mete_labirent] ve ennehu káne yekuûlu sefiyhuná alallahî şetatá [1975 mete_labirent] ve enná zannenná en len tekuûlel’însu velcinnu alallahî kezîba [1976 mete_labirent] ...... Dengê xwendina seyda û giriyê Saloyê ku li pey wî ketiye hundur li nav hev dikeve, dibe weke melodiya guvîna du mozên li ser kulîlkekê û li guhên kesên dora Cindî datê. [1977 mete_labirent] Di piçûktiya Cindî de li gund pevçûnek çêdibe û ciwamêrek tê kuştin, bi deh rojan piştî binaxbûna kuştî, hukumat dixwaze li ser cendekê mirî otopsiyekê çêke, tev doktor, komîta hukmatê, muxtar, gundiyên dîdevan û zarok jî berê xwe didine goristanê. [1978 mete_labirent] Ji taybetiyên gund yek jî ev e ku çi cendirme, çi doktor an jî perçê makînekê ji bajêr were gund, tavilê bala merivan dikişîne, çi piçûk çi mezin meriv li pey diçin û temaşa wan dikin, li ser goristanê dema ji hêla seriyê mirî gornê dikolin, tev çend zarokên din wê çaxê Cindiyê piçûk jî li wir e, bi çend dengan doktor li van zarokan hêrs dibe û ji wan re: »Ji vir biçin, xwe bidin alî.« dibêje, zarok hinekî vedikişin û xwe didin alî, lê Cindîyê piçûk xwe dide aliyekî xirab û lê temaşe dike, temaşe dike û dibîne ku ew çawa gornê dikolin, bersalê di ser serê mirî re radikin û tev cawê sipî mirî ji gewriyê şerjê dikin, serê jêkirî radikin ku têxine sindoqeke textîn, mîna ku bibêje: dev ji min berdin, ciyê min xweş e û bihêlin ez rihet bikim, di wê gavê de wek ku şêniyên gund dibêjin, ji şeytanî re serê mirî ji dest wan dişemite û dîsa gêrî ciyê berê dibe, wê çaxê... a wê çaxê ganîtiya vî seriyê ha tê ber çavên Cindîyê piçûk, ev seriyê ku hîn berîya bîst rojan li wî xeyîdîye an jî pê re pişirîye, keniyaye, anuha jî mîna postekî gurandî bi bêhneke mirî, bi pirçeke nedaw û zeliqokî ye, ruyê wî reng havêtiye, bûye mîna hevîrekî binê êgir, nivkel û nepixî dixuye, belê... ev serî, ev seriyê ha dû re şevê nîvên şevan jî tê xewnên Cindîyê piçûk û ji nava lihêfan dipengize, ev tirsa di dilê wî de nola zîroyekî dijî, bi wî re mezin dibe û rojekê lê dibe nola marekî reş, Cindî mezin dibe, dibe xort, dizewuce û dibe xwedî zarok, lê ev tirsa ha hertim di dilê wî de ye û ji wê rojê û vir de di peyivîna xwe de serê wî diheze, bi vî serê hezhezok weke karê her gundiyekî rojekê karekî Cindî jî bi bajêr dikeve, di rojeke zivistanê de heta ku bi kamyonekê xwe digêhîne taxa gund êvar lê reş dibe, dema ji kamyonê dadikeve berfek nû li ser ya kevin tê xwarê, bi qasî saet û nîvekê divê ji vir bi peyatî rê bikute, dunya sar û tarî ye, bi têra xwe ji gund dûr ew û tenêtiya xwe ye, bi çend gavên pêşîn re gelekî diricife, ji wî wetrê ji sermayê ye, lê piştî çend gavên din li xwe divarqile, li ser tenêtiya şevereşeke weha difikire, ji çîrokên ber argûnan beşên xeternak têne ber çavên wî û dilê wî bi pêt hildavêje, zûzûka cixarekê ji bêrîka xwe derdixe, bi tirs dûyê wê dikêşe hundurê xwe, ji nişka ve bi qasî sê werîsan ji xwe dûr zoyekî guran li bendî xwe rawestî dibîne, tavilê di cî de rûdine, ji hêlekê ve hestê xwe dijene û ji hêlekê ve jî bi dengekî bilind diqîre, hewarê dixwaze, ji gundiyan çend kes vê hewarê dibîhisin, bi teqîn, bi tifing ber bi deng dilezînin, gundiyên ku xwe digêhînin hewara Cindî dibînin ku ziman li wî nagere, deng jê nayê, tenê destê xwe ber bi derekê dirêj dike, gundî li wê hêlê dinêrin, ji bilî tûpekek reş tiştekî din nabînin, Cindî davêjin ser milên xwe û digêhînin gund. [1979 mete_labirent] A ji wê rojê û vir ve ye ku Cindî gelek carên mîna anuha dikeve nivînan, bi tirs diqîre, hewar dike, li ber hinekan digere, di êş û azareke veşartî de diqepije, diguvişe, qoçalî ser hev dibe, xwîdaneke weke avzêlkên serê germijokan zer lê dide der û di her careke weha de jî bêguman şêxekî, seydayekî an jî merivekî Xwedê xwe gîhandiye hewara wî, ne yek û ne dudu, dibe ku heta nuha di van rewşên wî yên teng de, ji du hezar û du hevokan jî bêtir, bi zimanê Xwedê peyv û gotin di ser Cindî de hatine rijandin. [1980 mete_labirent] Dengê xwendina seyda hatiye birîn, mîna ku ji xeweke giran şiyar bibe Cindî di nava nivînan de xwe ji hev vedikişîne, çavên xwe vedike, ji nişka ve bi tirs li dora xwe dinêre, çav lê dibin weke devê şikeftan û bi gavekî behitî dimîne, paşîngê dixwaze çavên xwe bifirikîne, dike ku destên xwe ji binê lihêfê derxîne, du destên girêdayî bi hev re derdikevin rastê, çer ku çav li vê rewşa xwe, li destên xwe yên girêdayî dixîne weke zarokekî heftsale dest bi girî dike, ne ku tenê Cindî li ber vê rewşa xwe dikeve, herweha yên dora wî jî bi mitûmatî dinêrin, dev û lêv li mamoste Kevanot zuwa û çavên wî beloqtir dibin, bi serekî tevlihev xwe bi xwe: »Ev destên girêdayî ji kuderê derketin! [1981 mete_labirent] Kê, kengî, çawa hatine girêdan?...« dibêje û ev pirsên ha weke wersirekê di dilê wî de bi cî dibe, Mîxo î notirvan û Hoto î navmalok anuha têdigêhîjîn, têdigêhîjin ku di wê gavê de ev destên Cindî ne girêdayî bûya, wan ê pê nikanî bûya, seyda ditengije, hêrs dibe, xwe nagire, di ser nivînên nexweş de: [1982 mete_labirent] Ev çi ye, ezbenî? [1983 mete_labirent] Destên te çima girêdayî ne? [1984 mete_labirent] Ma ne va ye em hemû li dora te ne, dibêje û xerîkî vekirina destên girêdayî ye. [1985 mete_labirent] Kewaniya malê dike ku tiştekî bibêje lê Cindî kasikek av jê dixwaze, benê tûr ji destên wî vedibe, hêsirên xwe paqij dike, xwe davêje destên seyda, maç dike, di eniya xwe re dide, hîskikên girî û giriyê bextiyariyeke veşartî nahêle bipeyive, bi alîkariya destên seyda di nava nivînan de pal dide, ava wî tê, vedixwe û dibêje: [1986 mete_labirent] Ma ez ê çi ruyê xwe ji Xwedê, ji we reş bikim... anuha nû ez ji destên wan pîrozweran azad bûm. [1987 mete_labirent] Êdî ez dikanim... dikanim hertiştî bibêjim. [1988 mete_labirent] Ev bûn çendik û çend salên min ku ji me çêtir, ez di nava lepên cinan de me. [1989 mete_labirent] Ev çend carên min e ku ez dikevim ber deriyê dadgehên wan çêtiran. [1990 mete_labirent] Ji min re digotin: »Te xwe di ser newala pêş Şikefta Zoncikê re hilavêtiye û wê çaxê te pêl pêçeka me kiriye...« Min xwe havêt bextê wan, ez çûm dest û lingên wan. [1991 mete_labirent] Car bi car, sal bi sal min bi wan pîrozweran da zanîn ku min hay ji vê yekê ne bûye, min pêçek ne dîtiye... lê bergera min bi kêrî tiştekî ne hat. [1992 mete_labirent] Ji me çêtir, wan di dadgehên xwe de li min didan, şikencên nemayê li min dikirin... çi dizanim. [1993 mete_labirent] Di şevên nîvê şevan de ji me çêtir... dihatin bangî min dikirin, bi serekî serxew min jî dida pey wan û ez diçûm... [1994 mete_labirent] Li vir Cindî vedigere ser wan kesên li dora xwe: [1995 mete_labirent] Ma çima we jî ne didît? [1996 mete_labirent] dibêje, destê xwe ber bi mamoste Kevanot dirêj dike û didomîne: Bi taybetî jî te, xoce... ma te çend caran ez ji pişta goristanê vegerandim? [1997 mete_labirent] Lê wê çaxê jî min ji te re ne digot... ya rastî min nikanî bû ji te re bigota. [1998 mete_labirent] Lewra ji me çêtir, wan ji min re digotin: »Nebêje!... Ji kesekî re nebêje!...« [1999 mete_labirent] Bi van gotinên Cindî re tiliya mamoste Kevanot jî dikeve nava van tiştên veşartî, ji nişka ve xwe gunehkar hîs dike û ricifiyeke sar û bêwext digire ser laşê wî, di wê gavê de bi qasî demeke sê lêdanên dil bi raman diçe wan şevên buhurî, di wan şevan de çend caran bi şev dîtiye ku Cindî bi bertena derpê û kirasê dirêj û sipî ber bi goristanê diçe, an jî ji pala goristanê berê xwe daye Şikefta Zoncikê, lê heta anuha jî bêyomiyeke weha ne hatiye ser hişê mamoste Kevanot û li ser ne fikiriye, anuha, tenê anuha û bi van gotinên Cindî re çav li serê wî çar vedibin, tirseke bêwext dikeve dilê wî, guhên xwe baş vedigire û bêdeng guhdariya wî dike. [2000 mete_labirent] Cindî didomîne: [2001 mete_labirent] Belê, ez diçûm... ez diçûm û ji me çêtiran heta destê sibê bi min kevir didane kişandinê. [2002 mete_labirent] Ew kevirên zîndana xwe ya nû... hamû jî bi min dan kişandinê. [2003 mete_labirent] Di demên dadgehê de, wan pêşiyê ez dibirim dereke bi tirs û xewle. [2004 mete_labirent] Ciyekî wusa bû ku çawa bibêjim, Xwedêyo!... ez ne bawer im ku ciyekî weha li ruyê dunyayê hebe. [2005 mete_labirent] Ciyekî wusa tarî, wusa tarî ku... ji van tariyên ku me dîtine jî tarîtir... Ne agir û ne jî ji van lampên me, bi ronahiyeke seyr hinek tişt bi ber çavên min diketin, lê... de îcar ji me çêtir bergeha wan, Xwedêyo!... serê wan weke kartolên pelixî, pozê wan dirêj, an jî kurt û sitûr, çîpên wan zirav... dema ku dipeyivîn, tevayiyê diranên wan dihatin jimartinê. [2006 mete_labirent] Bêhneke genî, bêhneke genî!... ya sitar!... li wir li min dixistin ku ez Sînoyê xwe.... [2007 mete_labirent] Li vir geweriya Cindî tije girî dibe, lêvên wî dilerizin, hevoka xwe nîvçe dihêle, bi çavekî şil li Sînoyê xwe dinêre û bi girî didomîne: [2008 mete_labirent] Ma min ê çawa Sînoyê xwe... bi... bi tefşo serjê bikira? [2009 mete_labirent] Kezeba min e... Ji me çêtiran, îşev jî li min didan ku ez bi ya wan bikim. [2010 mete_labirent] Sîtila qetranê dabûn ser agir, dixwestin serê min têxine nav... dixwestin ku ez bi gotina wan bikim. [2011 mete_labirent] Êşa ku ew bi merivan didine kişandinê, ne ji van êşên dunyayî ne. [2012 mete_labirent] Meriv debarî êşa wan nake. [2013 mete_labirent] Meriv dixwaze çavên xwe jî derxîne û bidine wan... meriv dixwaze wusa bike ku zû ji destên wan bifilite. [2014 mete_labirent] Lê min dizanî bû... min dizanî bû ku ji me çêtir... ew ê min gelekî bêşînin. [2015 mete_labirent] Loma... min jî... ji Şaynazê re got... min jê re got, rabe van herdu destên min hişkfirî girêde! [2016 mete_labirent] Di vê navberê de dengê hîskikên giriyê Şaynaza jina wî jî tê bihîstinê, Cindî dîsa bi şikirdarî xwe davêje destên seyda, dîsa di eniya xwe re dide, destên xwe ber bi jor vedigire, keserekê vedide û dibê: [2017 mete_labirent] Lê şikir ji Xwedê re ku min ev roja ha jî dît... Ez êdî merivekî azad im. [2018 mete_labirent] Ez bi biryara serokê çêtiran hatim berdan. [2019 mete_labirent] Şikir ji te re, Xwedê!... [2020 mete_labirent] Seydayê gund ji ber vê azadiya Cindî diwerime, dinepixe, ku bi vatiniyeke weha pîrozwer rabû û yekî mîna Cindî ji nava lepên cinan xelas kir, serbilind dibe ku yek tewafî destên wî bû, kêfxweş dibe ku çend kesên li wir jî ev kiramatên wî dîtin, hêvîdar dibe ku navûdengê wî ê belav bibe. [2021 mete_labirent] Lê mamoste Kevanot bêkêf e, bêhêvî ye, deng jê nayê, mîna ku ji xwe şerm bike li dora xwe jî mêze nake, serê wî di ber de ye û guhdariya dengên odê dike, diponije, dixwaze têbigêhîje lê ji hev dernaxîne û dudiliya gelek tiştên sergirtî di wê şevê de di wê gavê de lê çêdibe. [2022 mete_labirent] Wê şevê Demo û Mîro şopa mamostê xwe digerînin, di hewşa mala Şeroyê berber re, di mala Bekoyê Garût re, di nav sipîndaran re û di dawiya dawîn de jî bi saloxdanên ewle têne mala Cindî, anuha li wir di devê deriyê odê de bi mamostê xwe didine zanîn ku naxir hatiye, li gund belav bûye, lê nogina wî di nav de tune bûye, ji gavanê gund pirsîne, dû re ber bi Kevirê Bagerê çûne, li Şikefta Zoncikê nêhirîne, çavên xwe li rezên jorîn û Newala Cinan gerandine lê wan nogina wî ne dîtine. [2023 mete_labirent] Mamostê wan serê xwe radike ku bibêje xem nake, lê piştî ewqas bêdengiya xwe Bekoyê Garût destê xwe ber bi zarokan bilind dike û dibê: [2024 mete_labirent] Xem nake, werin hundur, ma di vê payîza pêşîn de jî gur ê noginê bixwe! [2025 mete_labirent] Mîna ku nû tiştek were bîra Mîxo î notirvan, li kesên dora xwe dinêre û dibê: [2026 mete_labirent] We qala guran kir, hat bîra min. [2027 mete_labirent] Bi Xwedê, îro şivanên gundê Şirterûtê li çiyê digotin... digotin ku heta destê sibê jî kuçikên wan zûrîyane, ewtîyane û li dora colên wan çerx bûne. [2028 mete_labirent] Şivanan xwe dane bendî, lê tiştek ne dîtine. [2029 mete_labirent] Gumana du tiştan dikirin. [2030 mete_labirent] Digotin, ku diz ne hati bin nêzîkî wan, wê çaxê ji sedî sed gur daketine. [2031 mete_labirent] Lê Bekoyê Garût ji gotina xwe danakeve, destê xwe jî li ba dike û dibê: [2032 mete_labirent] Na, na... çi zû gur daketin! [2033 mete_labirent] Gurên ku ewqas zû dakevin nikanin noginê jî bixwin. [2034 mete_labirent] Cindi di nav ciyan de berê xwe, destê xwe ber bi seyda dike û bi bergerîn dibêje: [2035 mete_labirent] Seyda heyran, seyda!... çi dibe çi nabe, tu dîsa jî li ser devê guran bixwîne... devê wan girêde, nogina xocê me... xocê me reben e. [2036 mete_labirent] Erê an na, peyvikek hûr jî ji devê xocê reben dernakeve, bi ruhekî helisî, bi laşekî tevizî, bi mejiyekî tevlihev, bi çav û awurên vikûvala li dora xwe dinêre, dibîne an jî nabîne ku piştî çend gotin û lavelavên kesên li wir, anuha qeytanekî mîna benê solan di dest seyda de ye, pêşiyê bi kurdî: [2037 mete_labirent] Di Newala Cinan re... di pêşiya gundê Şirterûtê re... di Rasta Hespan re... di Girê Guran re... û di gelek ciyên din re, dibêje, paşîngê vedigerîne zimanê erebî û didomîne: Kul huvallahu ehad allahussamed lem yelîd ve lem yûled ve lem yekun lehu kufuwen ehad... piştî vê xwendinê girêkekî li wî qeytanê benê solan dixîne, pifî wê girêkê dike û dîsa vedigere serî, ji nû ve dest pê dike, careke din û yeke din û yeke din... heft destpêkên bi kurdî, heft dawiyên bi erebî, heft girikên kwîrikê li wî qeytanê benê solan û heft pifên li wan girêkan... devê gur tê girêdanê û ew benê bi heft girêkên kwîrikê di bêrîka mamoste Kevanot de bi cî dibe. [2038 mete_labirent] Lê dîsa jî ew bêkêfiya ku bêwext, îşev û anuha ji nişka ve digire ser mamoste Kevanot, ji ser ruyê wî wenda nabe, ev nerihetiya ruhê wî bala kesên dorê jî dikişîne, napirsin û nabêjin çima, lê dibînin ku ew hişk û zuwa bûye, gwînê wî zer û çavên wî beloqî bûne, mîna ku destên xwe ji tiştekî veşêre di nava şeqên xwe de dane ser hev û bêdeng dipê. [2039 mete_labirent] Heta ku çay germ dibe, tê ber wan û vedixwin jî, mamoste Kevanot her bi raman e, her cara ku piyala çayê ber bi devê xwe bilind dike, bêhneke kambax, ew bêhna xwîdana nexweşiya Cindî û xwîna çûçikan hîs dike, mirûzê wî tal û gwînê wî vemirî ye, kêfxweşiya nêçirvaniya herşevîn li ser tuneye, diponije û tîne bîra xwe ka çend kes, çend caran bi şev li pala goristanê xwe bi xwe dipeyivîn û diçûn, dixwaze ku tavilê rabe ser xwe û biçe malê, li ser cilê xwe ramede, li ser hertiştî ji nû ve dûrûdirêj birame. [2040 mete_labirent] Herçiqas nêçirvan bi wî de dibêjin û dixwazin weke herşev biçin mala Bekoyê Garût, goştê çûçikan sor bikin û bixwin, lê bi bihîstina peyvikên çûçik, goşt û xwarinê dilê wî li hev dikeve û xwe nade ber vê yekê, piştî vexwarina çayê, li rasta hewşa mala Cindî, mamoste Kevanot xatir ji wan dixwaze û bi serekî tevlihev ber bi lojmana xwe dimeşe. [2041 mete_labirent] Ev tevliheviya ha di riya lojmanê de li serê wî dibe giranî, çogên wî diricifin, lingên wî sist dibin û nikanin wî seriyê giran bikêşin, tenêtiyeke bêmane digire ser û tirseke kambax lê radibe, hîna ji dûr ve bi awakî dilşewat, dengekî mîna dengê kundekî ji nava reşayiya darên goristanê bilind dibe û tê bi kerika guhên wî ve dizeliqe, di dilê xwe de, »Ev deng rengê bêyomiyekê ye.« dibêje, ji bo ku vî dengê rengê bêyomiyê nebîhise herdu destên xwe ber bi guhên xwe bilind dike, vê carê jî pozê wî pê dide zanîn ku bêhna xwîn û pûrta çûçikan, bêhna xwîdana nexweşiya Cindî ji destên wî tê, ev kambaxtir e!... dema ku xwe digêhîne taxa goristanê êdî gurpegurpa dilê xwe dibîhize, dibîhize ku dilê wî jê re dibê: »Nebe nebe, di vê tariyê de li aliyê darên goristanê, li kêl û kevirên gornan mêze bikî!« [2042 mete_labirent] Mamoste Kevanot bi gotina dilê xwe dike û li wî aliyî mêze nake, weke zarokên ku di hêlkanên xwe de keti bin xewê, miriyên goristanê jî bêdeng in, tenê ew dengê bêyom ji hêla goristanê ji gewriya kundekî bilind dibe, mamoste Kevanot bi gavên hêdî, wusa hêdî, wusa hêdî di ber goristanê re derbas dibe ku meriv dibê qeyê naxwaze wan zarokan ji xewa wan şiyar bike. [2043 mete_labirent] Wê şevê heta dereng jî mamoste Kevanot di paş pişta kewaniya xwe de dikeve ramanan, diponije, diqepije û xew nakeve çavan, di tevliheviyekê de ye û nikane ji nav derkeve, di dilê xwe de: »Meriv çi aferîdekî seyr, rengîn û reben e, Xwedê!...« dibêje, ew hemû tiştên ku di jiyana xwe de xwendiye, bihîstiye, dîtiye, yek bi yek zûzûka li serê wî dikevin û dipengizin, vedigere ser metod û formulên zaniyaran ku têbigêhîje, têbigêhîje ka ev meriv î kambax çi ye û çendik û çend rengên xwe hene, yek dudu, du hezar û du rengên wan di serê mamoste Kevanot de li hev dikeve û dîsa ji nav dernakeve, vê carê fantazî û zaniyariyê dide ber hev û bi van herdu fenomenan diçe ser rengine meriv, dûrtir diçe, ji dunyayê derdikeve, bi leza tîrêjekê ji atmosferê derbaz dibe û ber bi histêrkan diçe, her ku dûr diçe seyrtir û reştir dibe, xwe berdide valayiya taristaneke gerdûnî, gêj dibe û dewxa wî diçe, çavên xwe digire tarî, vedike tarî, destê xwe li dor xwe dipelîne, jina wî li kêleka wî ye, bi dengekî nizim û zuwa şiyar dike, daxwaza hanîna pêşgîr û du aspirînan bi lêv dike. [2044 mete_labirent] Jina wî pê dide zanîn ku mala wan ji mêj ve bê aspirîn e, radibe lampê vêdixîne, pêşgîrekê tîne, ji xwîdanê her deverê mamoste Kevanot bûye av, êşeke giran xwe di serê wî de badide, mîna ku di bahozê de li ser pêlên deryayekê be, bi her aliyî de ditewe, diqelibe, dikeve, tew carina wusa hîs dike ku lojmana wan jî ditewe, bi jina xwe dide zanîn ku alîkariya wî bike, alîkariya wî bike ku biçe û verişe. [2045 mete_labirent] Piştî ku vedirişe dîsa bi alîkariya jina xwe tê ser nivînan û gêjbûna serê wî hinekî sivik dibe: [2046 mete_labirent] Lampê venemirîne, dibêje û xwe dirêj dike, bi tirs û çavekî vala li binê zikê xênî temaşe dike, xwîdana ku li eniya wî berhev dibe jina wî bi pêşgîrê baqij dike, ta û agirê di laşê wî de hîs dike, têdigêhîje ku mêrê wê pir nexweş e, vedigere ser û dibêje: [2047 mete_labirent] Tu li mala kê bûy? [2048 mete_labirent] Dibe ku te di namkiyeke zengarî de tiştek xwari be. [2049 mete_labirent] Ez hinek şîr... Bêyî ku mamoste Kevanot çavên xwe ji binê zikê xênî bikute: [2050 mete_labirent] Na, dibêje, min tiştek ne xwariye. [2051 mete_labirent] Piştî nêçira çûçik... Li vir dîsa ew bêhna xwîn û pûrta çûçikan tevlihevî bêhna xwîdana nexweşiya Cindî dibe û tê xwe li pozê wî dide der, mirûzê wî tirşûtal dibe û dibê: [2052 mete_labirent] Bîne van destê min bi sawûneke bi bêhn bişo, Nêrgis. [2053 mete_labirent] Jina wî misîn, legan û sawûneke bi bêhn tîne destên wî dişo, bi pêşgîreke nû zuwa dike û bi hustuxwarî dibê: [2054 mete_labirent] Hinekî baş bûy, an ne? [2055 mete_labirent] Na, piçekî... Em çûn... ez li mala Cindî bûm. [2056 mete_labirent] Nexweş bû. [2057 mete_labirent] Çîroka nexweşiya xwe ji me re got. [2058 mete_labirent] Bi cinan keti bûye. [2059 mete_labirent] Dev jê berde... çîrokek xemgîn e. [2060 mete_labirent] Peyva cin û ew bûyerên ku Nêrgisa koçer jî bihîsti bûn, di serê wê de olan dide, xemgîniya çîrokên kesên cinî dilê wê jî dêşîne û dibê: [2061 mete_labirent] Ji xwe çîrokên hemû kesên cinî xembar in... Dilê merivan bi wan dişewite. [2062 mete_labirent] Mamoste Kevanot bi baldarî berê xwe bi jina xwe de dike û bi mereqdarî dipirse: [2063 mete_labirent] Ma te jî dîtiye? [2064 mete_labirent] Te jî dîtiye ku kesên cinî çêlî çîrokên xwe kirine?... Cindî digot: » Heta nuha jî min ji kesekî re ne gotiye.« Tiştekî seyr e! [2065 mete_labirent] Ji jina xwe re jî venekiriye. [2066 mete_labirent] Cinên wî jê re gotine: Ji kesekî re nebêje! [2067 mete_labirent] Ew bûyerên ku Xanê ji Nêrgisa koçer re kat kiri bûn, yek bi yek têne ber çavên wê û bi ruyekî saxikane dibê: [2068 mete_labirent] Na, min ne dîtiye, lê min ji devê meta Xanê bihîst. [2069 mete_labirent] Çêlî cinîbûna keçeke berzewac jî dikir, Xwedêyo!... [2070 mete_labirent] Mamoste Kevanot li ser nivînan ramediyaye, jina wî li kêlekê rûniştiye û wan hemû tiştên ku ji Xanê bihîstine jê re kat dike, mîna ku guhdariya mîtolojiyeke binê erdê bike, bi baldarî guhê xwe daye ser gotinên jina xwe, carina bi pirsên kurt gotinên jina xwe dibire û dixwaze baştir têbigêhîje, ji nişka ve çavên wî tarî dibin, nola ku ji ciyekî bilind û bilind gêrî valayiyekê bibe, dîsa verşiya wî tê, dîsa dewxa wî diçe, destê xwe davêje şevkirasê jina xwe û bi dengekî nîvxeniqî dibê: [2071 mete_labirent] Dilê min li hev dikeve... ez dikim bikevim, dewxa min... diçe... [2072 mete_labirent] Nêrgisa koçer bi tirs û bismîllah bi herdu destên wî digire, diguvişîne, xwe di ser de xwar dike û dibêje: [2073 mete_labirent] Baş xuyaye ku tu bi zengê ketiye... bihêle ez hinek şîr bînim. [2074 mete_labirent] Nêrgisa koçer hinek şîr tîne, di gewriya wî de bera jêr dide, bêyî ku bilive, bipeyive çavên wî li binê zikê xênî ye û her bi çavekî vala dinêre, carina jina wî jê dipirse ka piçekî baş bû an ne, lê bersiv ji mamoste Kevanot nayê, wê çaxê jî tirseke mezintir bi jina wî digire ku mêrê wê rasterast nexweş e û nexweşiya wî jî giran e, ne zêde, tenê bi qasî nîv saetekê li ber serê mêrê xwe weha rûniştî dimîne û dû re ev tirsa wê tê serê wê, mêrê wê ji ber germiya laşê xwe dinale û pesta dibêje, Nêrgisa koçer dibîne bê çi xwîdan li mêrê wê dide der û bêhna nexweşiyeke rastkîno jê tê, ji bilî rûniştina li ber serê mêrê xwe tiştekî din ji destê wê nayê û nizane bê ew ê çi bike, carina pêşgîrê bi ava sar şil dike, dide ser eniya wî ya germ û hew, mamoste Kevanot di vê êş û agirê xwe de pesta dibêje, mîna ku zimanê xwe bide nav diranên xwe biçû û wusa bipeyive, peyvikên ku ji devê wî derdikevin nayên famkirin, piştî gavekê xewxilmajiyekê digire ser nexweşê şevê, nalîna wî tê birîn, agirê wî piçekî dadikeve û êdî pesta jî nabêje, li ser vê yekê dilê jina wî Nêrgisa koçer hinekî pêt dibe, wê pêşgîra şil ji ser eniya wî radike, dide hêlekê û bi rewşeke bêxew xwe di paş pişta wî re dirêj dike. [2075 mete_labirent] Bi nêzîkî destê sibê re, di rewşeke nîvxew û nîvşiyar de mamoste Kevanot dengekî dibihîse, ev dibe şeva duduyan ku ev dengên nîvê şevan di guhên wî de diçingin, lê ev dengê îşevîn ne weke yê şeva çûyî ye, nabêje: »Nêrgis, Nêrgis, Nêrgis!« û bi qasî vî dengê Siyabendê yekçav î cinî ne safî ye, ji derve jî nayê, ji quncikekî odê, ji binê balîva wî, ji hundurê wî bi xwe derdikeve û bi melodiya dengekî nas dibê: [2076 mete_labirent] » Kevanotê min, ez dizanim bê anuha tu çiqasî nexweş î!« Ev dengê ha guhên Kevanotê nexweş diçingîne, hiş û aqilê wî berhev dike û bi qasî bîst salan bi şûn de davêje, ev deng melodiya dengê dapîra wî ye, piştî bîst salên mirina dapîra xwe anuha cara pêşîn dengê wê dibihîze, bi vî dengê dapîra xwe re bi tirs û ricifîn çavên xwe nîvçe vedike, lampa êvarê hîn jî pêketî ye, ji ber siryaqê quncikê hember heta jêr mij û dûmaneke sipîçolkî bi ber çavên wî dikeve, pêşiyê ji çavên xwe dikeve gumanê û dibê qeyê ji ber kilîşik an jî lîlikên bêxewiyê ye, lê dema ku baş çavên xwe vedike û bi baldarî lê dinêre, dibîne ku rêşî an jî porekî dirêj î sipî ji ber siryaqê quncik heta jêr daketiye, carina ruyê pîrejineke paqij di nava wî porê sipî de xuya dibe, bi wî re dipişire, tiştina dibêje û dû re dîsa wenda dibe, mamoste Kevanot bi tirs û şika şevê di zimanê xwe de gez dike, êşa zimanê wî pê dide zanîn ku anuha ew payî ye, xwe bi xwe: »Wê çaxê ev deng û bergeha dapîra min rast e.« dibêje, ji bo ku baş bi vê yekê ewle be, destê xwe davêje milê jina xwe û dîsa şiyar dike, lê dema ku tev jina xwe di nava nivînan de ramedî berê xwe ber bi quncikê odê dike, ne dapîr û ne jî ew porê sipî li wir e. [2077 mete_labirent] Mamoste Kevanot sipûsar û çavên wî beloqî dibin, bi tevgereke dudilî û tirsdar li jina xwe dinêre: [2078 mete_labirent] Anuha li wir bû, dibêje, dapîra min li wir bû... [2079 mete_labirent] Ji van gotinên mamoste Kevanot, jina wî diveniciqe, di dilê xwe de: »Ev mêrikê ha ê îşev dîn bibe!« dibêje û bi tirs lê vedigerîne: [2080 mete_labirent] Li ber çavên te wusa bûye. [2081 mete_labirent] Xuyaye tu îşev pir nexweş î... [2082 mete_labirent] Mamoste Kevanot destekî xwe ber bi jina xwe bilind dike, zûzûka gotinên wê dibire û dibê: [2083 mete_labirent] A wê jî... dapîra min jî mîna te got. [2084 mete_labirent] Got: » Ez dizanim bê anuha tu çiqasî nexweş î!...« Min baş bihîst ku ji min re wusa got. [2085 mete_labirent] Peyvik bi peyvik... rasterast weha gote min: [2086 mete_labirent] » Kevanotê min, ez dizanim bê anuha tu çiqasî nexweş î.« [2087 mete_labirent] Ji bo ku vê bêyomiya şevê ji dora mamoste Kevanot, ji malê û ji xwe dûrbixe, jina wî radibe di nava nivînên xwe de rûdine, destê xwe davêje pêşgîra li kêleka balîva wî, dirêjî wî dike û dibê: [2088 mete_labirent] De qeyê te xewn dîtiye, lo... ma... [2089 mete_labirent] Xewna çi!... ma ez payî bûm, dibêjim... Min bi çavên xwe jî dît... [2090 mete_labirent] Bi van gotinên xwe re mamoste Kevanot bi tirs, bi şikebarî li dora xwe, li jina xwe, li binê zikê xênî, li her aliyî dinêre, çavên wî beloq û gwînê wî zer dibe, ji nişka ve destê xwe ber bi dîwarê hember radike, didomîne û: [2091 mete_labirent] Binêre, dibêje, ma tu nabînî? [2092 mete_labirent] Ma tu dapîra min nabînî? [2093 mete_labirent] Dapîrrr!... [2094 mete_labirent] Destê mamoste Kevanot ber bi dîwarê hember rakirî, li dapîra xwe diqîre, jina wî bi girîyekî ji tirsê xwe davêje ser wî û dike kûrînî, mamoste Kevanot dike ku rabe ser xwe û ber bi dîwêr, ber bi dapîra xwe biçe, jina wî bi zikê xwe î werimî xwe bi dest û piyê wî ve darde dike, bi girî, bi hewar, bi bergerîn û hustuxwar dibêje: [2095 mete_labirent] Tiştek tune... ez bi heyran!... li ber çavên te... welle tiştek tune, li min hewarê... bavo! [2096 mete_labirent] Ev çi bû îşev hate serê me rebenên Xwedê!... [2097 mete_labirent] Mamoste Kevanot xwe ji destê jina xwe difilitîne, li ber quncikê herdu dîwarê hember nola ku bixwaze ji jor tûrekî an jî tiştekî daxîne, herdu destên xwe hinekî ber bi jor radike, bi giramî, bi bêrî, bi girî bala xwe dide jora quncik û dibê: [2098 mete_labirent] Ez bi qurban, dapîr! [2099 mete_labirent] Ma tu dizanî bê ev bûn çend sal?... De ka ji min re!... [2100 mete_labirent] Nêrgisa koçer ji dîwêr, ji mamoste Kevanot dûr li ser nivînan xwe deverû havêtiye, destên xwe dane ser guhên xwe û bi tirs digirî, bi tirsa ku mêrê wê dîn bûye, bi tirsa ku ev şeva ha ê kengî li wan zelal bibe, bi tirsa ku bi zarok nexweş e û ew vê tirsa xwe ya dawîn anuha ji devê mêrê xwe jî dibîhize, mamoste Kevanot hîn weke berê li ber quncik e û bi dengekî nîvxeniqî dibêje: [2101 mete_labirent] Na, dapîr, na... nebêje!... ev bûn çend salên me ku... em li bendî vê rojê bûn... roja ku... ku zarokek ê ji me re çêbibûya, dapîr! [2102 mete_labirent] Bi peyva zarok re, bêyî daxwaza Nêrgisa koçer serê wê ji nivînan bilind dibe, li mêrê xwe dinêre, a di vê gavê de mamoste Kevanot li xwe divarqile, bergeha dapîra wî ji ber çavên wî wenda dibe, bi şermesarî, bi gunehkarî li awurên jina xwe dinêre û ber bi nivînên xwe diçe, bêyî ku peyveke piçûk jî ji jina xwe re bike, lihêfê di ser serê xwe de diqelibîne û di nava nivînan de dikeve tayê, mîna çûçikê ku ji dafê bifilite bi serekî nîvgêj û nîvzelal yek bi yek van hemû bûyerên îşevîn tîne bîra xwe, her ku ew wan tiştan tîne bîra xwe di binê lihêfê de bêtir diricife, jina wî li ser nivînan li kêleka wî rûniştiye, serê xwe daye ser çogên xwe, bi tirs, bi dilekî bêhêvî li mêrê xwe î nixumandî dinêre û êdî xew nakeve çavan. [2103 mete_labirent] Ronahiya destpêka roja nû bi tariya îşevîn re dikeve qayişê, di dawiya dawîn de bi ser dikeve û dunya rohnî dibe, ji çend aliyên cuda cuda dengê dîkan bilind dibe, gelek nabuhure dengên şêniyên gund li ser kaniyê û di riya kêleka dibistanê de tê bihîstin, weke rojên hertimî rojeke din jî li gund û şêniyan hiltê, zarokên xwendekar li hewşa dibistanê berhev dibin, lê mamostê wan tuneye, di nivînan de bi jina xwe dide zanîn ku ew nexweş e û nikane rabe, jina wî diçe bi zarokan dide zanîn ku mamostê wan pir nexweş e û wan dişîne malê, zarok li gund belav dibin û bi şêniyan didine zanîn ku mamostê wan pir û pir nexweş e. [2104 mete_labirent] Ev cara pêşîn e ku zarok ji ber nexweşiya vî mamostê xwe nakevin dersxanê. [2105 mete_labirent] Ro bilind dibe û xwe dide ber taştiya, jina mamostê nexweş wî di nava nivînan de dihêle û weke hertim serjêrî gund dibe, lê vê carê bi tirs, bi nerihetî û bi hustuxwarî ye, li hewşa mala Xanê bi dilşewatiya bêkesekê xwe davêje ser û digirî, bi giriyê xwe re li wir yek bi yek hertiştî jê re vedike, dû re li gotinên xwe zêde dike û dibêje: [2106 mete_labirent] A ev du şevên dawîn... ev du şevên Xwedê ne ku tiştên weha kambax têne serê min rebenê, metê. [2107 mete_labirent] Metê ji van gotinên Nêrgisa koçer têdigêhîje ku mêrê wê pir nexweş e, loma zûzûka xwe radipêçe, bi racemî wê dikeve û bi hev re ji hewşa mala Xanê derdikevin, li ser riya xwe vedigerin mala Sêvdînê Selîm, nexweşiya mamoste Kevanot pê didine zanîn û wî jî bi xwe re dibin, dema ku ji dûr ve çav li mamoste Kevanot dikevin, Sêvdînê Selîm bi tevgera mezinekî ku mizgînên baş û xweşiyê bi merivan dide zanîn, dibê: [2108 mete_labirent] Na, na... ne weke ku hûn dibêjin... şikir ji Xwedê re, ji xwe re li ber tavê rûniştiye. [2109 mete_labirent] Li beroşkê pêşiya lojmana dibistanê, li ber dîwarê jêrîn mamoste Kevanot rûniştiye, bi qasî mîtroyekê ji ber lingên xwe dûr, li pêşiya xwe li tiştekî çavên xwe aliqandine û bi ramanên giran diponije, dilê Nêrgisa koçer xweş dibe ku mêrê wê ji nava nivînan rabûye, ji bo ku zêde bala wî neyê kişandin, ew û Xanê di hêla paşîn re bi pêlikên lojmanê ve hildikişin û derbasî hundur dibin, Sêvdînê Selîm jî bi silav û tevgerên hertimî heta pêş mamoste Kevanot diçe û dibê: [2110 mete_labirent] Dinêrim ku beroşkê payîzî li te hatiye, xoce efendî! [2111 mete_labirent] Lê ne haya xoce efendî ji hatina Sêvdînê Selîm û ne jî ji bergeha hawurdor heye, silava ku tê dayînê jî bê bersiv dimîne û ji ber vê yekê Sêvdînê Selîm dikeve gumanekê, gumana giraniya nexweşiya mamoste Kevanot, bi şikebarî, bi dudilî diçe li pêş wî rûdine, li rewşa wî, li nexweşiya wî dipirse, lê ew her li wî ciyê berê dinêre û Xwedê dizane bê anuha di ramanên xwe de li kuderê ye, gwînê wî zer û vemirî ye, hundurê çavên wî zuwa û bi awurên vala ye, laşê wî sist û bêxwîn dixuye, Sêvdînê Selîm wusa têdigêhîje ku mamoste Kevanot bi zerikê ketiye, ji bo rewş û nexweşên weha bi xwe bihîstiye û gelek caran bi çavên xwe jî dîtiye, dîtiye ku merivekî bi zerikê bikeve divê bi awayekî li xwe bivarqile, loma ew jî di wê gavê de awayekî peyda dike, ji nişka ve destê xwe radike û bi tîn sîlekê li binê guhê mamoste Kevanot dixe, bi şîrpîna vê sîla wî re çavên mamoste Kevanot tarî dibin, di nav wê tariyê de çîkên rengîn ji ber çavên wî diçin, ji ciyê xwe dipengize û li erdê dikeve, dilerize, diricife, diqepije. [2112 mete_labirent] Sêvdînê Selîm gopalê di destê xwe î çepê de berdide, bi herdu destan dikemişe ser mamoste Kevanot ku bi dest û piyê wî bigire, vî bayê bêyom ji ser rake, lê di dawiya dawîn de têdigêhîje ku ew bi tena serê xwe nikane, lewra mamoste Kevanot li erdê qoçalî ser hev dibe, bêhn lê diçike, di reş û mor de dixeniqe, çavên wî ji ciyên xwe dixericin çep û rast, dengekî nîvxeniqî ji gewriya wî derdikeve der û kef bi devê wî dikeve. [2113 mete_labirent] Xanêêê!... zû pîvaz!... [2114 mete_labirent] Ev dengê Sêvdînê Selîm weke hewara birîndarekî bilind dibe û heta hundurê lojmanê diçe, Xanê û Nêrgisa koçer zûzûka xwe digêhînin ber pencerê, vê bergehê dibînin, Xanê pêşiyê vedigere ser Nêrgisa koçer: [2115 mete_labirent] Zû pîvazekê bîne! [2116 mete_labirent] dibêje û ber bi der dibeze, Nêrgisa koçer sipûsar dibe, çogên wê sist dibin, dewxa wê diçe û mîna ku dergûşa di zikê xwe de biparêze, destên xwe dide binê zikê xwe î gir, ber bi selika pîvazan diçe, vedigere û ew jî li pey Xanê dilezîne, li hêla der, li ber dîwêr pîvazê dirêjî Sêvdînê Selîm dike û ew jî dixwaze weke wan bi devereke mamoste Kevanot bigire û alîkariya wan bike. [2117 mete_labirent] Sêvdînê Selîm pîvazê di binê lingê xwe de dipelixîne, felqekî digire destê xwe û dide ber pozê mamoste Kevanot, bi ufîn û fişkefişk mamoste Kevanot xwe li hev qoçalî dike, dest û pî lê dibine weke dar û dijene, Xanê dizivire ser Nêrgisa koçer û pê dide zanîn ku xwe jê dûrxîne, zikê xwe ji dest û lingê wî yên jenende biparêze, Nêrgisa koçer bi tirs, bi dudilî radibe, xwe jê vedikişîne û digirî. [2118 mete_labirent] Bi bêhna pîvazê re dest û pî li mamoste Kevanot sist dibin, fişkefişka wî tê birîn, mîna ku gewriya wî ji nû ve vebe, hilma xwe digire, berdide, dû re bi bêhngirtineke dirêj re tê ser xwe û çavên xwe vedike, pêşiyê li asimanê hêşîn çend telpên ewrê sipî bi ber çavên wî dikeve, dema têdigêhîje ku li derve, li ber dîwarê lojmanê serê wî li ser çoga Xanê ye, jina wî û Sêvdînê Selîm di ser re sekinîne, bêyî ku baş bizani be ka çi bûye, dilê xwe bi xwe dişewitîne û nola zarokekî digirî. [2119 mete_labirent] Bi êvarê re ev bûyera ha di mal û kuçên gund de, di devê şêniyan de dibe benîşt û dibêjin: [2120 mete_labirent] » Ji me çêtir, bi ber bayê wan pîrozweran ketiye.« [2121 mete_labirent] » Ji me çêtir, bi cinan ketiye.« [2122 mete_labirent] » Bi hepûlepê ketiye.« [2123 mete_labirent] » Dîn bûye.« [2124 mete_labirent] » Ev tişta ji nişka ve bûye û...« [2125 mete_labirent] Xêrxwaz û dilşewatên mamoste Kevanot, sofî û feqiyên gund dikişin lojmana dibistanê, li dora wî rûdinin, li rewşa wî dipirsin û dostaniya xwe pêşan didin, mamoste Kevanot bi şermesarî, bi tirs û bi dudilî ji civata dora xwe re çêlî bûyerên şeva çûyî dike û bi wan dide zanîn ku dapîra wî bi kincên sipîçolkî hatiye, li wî quncikê hundur xwe bi ber çavên wî xistiye û giraniya nexweşiya wî pê daye zanîn. [2126 mete_labirent] Mîna ku ji berê de hay ji van tiştan hebe, feqî Dimso bi tevgereke zana ji mamoste Kevanot re şirove dike û dibê: [2127 mete_labirent] Ev yeka ha baş dide xuyakirin ku tu merivekî ji Xwedê re î, xoce... loma bi te ve xuya bûye... û ev ruhên pîrozwer xwe rayê herkesî jî nadin. [2128 mete_labirent] Mamoste Kevanot hêdîka serê xwe ber bi quncikê odê radike, bi tirs, bi nerihetî û bi dengekî nizim: [2129 mete_labirent] Tiştekî din jî bi min da zanîn, Xwedêyo!... dibêje, serê xwe dixe ber xwe, bi herdu destan nola jinên diltenik porê xwe dikişîne û bi kelagirî didomîne: Ji min re got: [2130 mete_labirent] » Dergûşa we ê... ruyê dunyayê nebîne!...« [2131 mete_labirent] Diya dergûşa wan ji hêla jêrîn ji ber semawera çayê radibe, destên xwe dide ser zikê xwe û derbasî paş deriyê oda hember dibe, dilê civata dorê bi vê mala mamoste Kevanot dişewite, bê peyv û bê gotin li hev dinêrin, lê feqî Dimso vê carê herdu destên xwe jî ber bi mamoste Kevanot vedigire û dibêje: [2132 mete_labirent] Dilê xwe pêt bigire, xoce. [2133 mete_labirent] Dilê xwe teng neke. [2134 mete_labirent] Mirin... mirin û mayîna dergûşa we jî êdî di destê Xwedê de ye. [2135 mete_labirent] Xwedê bi ya xwe dike. [2136 mete_labirent] Xwedê bi ya xwe dike, feqî Dimso jî bi gotina civata dorê dike, perçên ku ji pirtûka pîrozwer, ji devên seydayên mezin ji ber kirine, bi nepixîna oldarekî rastkîno wan dixwîne û pifî ser mamoste Kevanot dike, dû re radibe ser xwe û bi pilepil, bi xwendin di ser dîwaran de tiştina dibê û diqîre, pifî quncikên hêla hundur, pifî siryaqan, pifî aliyê caxên nivînan dike, di dawiya dawîn de jî kaxezeke sipî dixwaze, bi pênûsekê reş dike, weke nivişteke sêgoşe li hev pan dike, di ber ruyê balîva mamoste Kevanot de dike xwarê û dibêje: [2137 mete_labirent] A anuha bê xem û bê tirs rakeve. [2138 mete_labirent] Di ser vê niviştê re şêniyên gund bê xem û bê tirs heta derengî şevê jî li dora wî titûnê dikêşin, çayê vedixwin, dikevine galegalên oldariyê, çêlî başî û nebaşiya van ruhên pîrozwer dikin, mîna tawanbarekî ku bi gunehkariya xwe jî nizane mamoste Kevanot bêdeng guhdariya dora xwe dike, diponije, diqirqile, heta ku civata îşevîn radibin û li malên xwe belav jî dibin, ew her wekî xwe ye. [2139 mete_labirent] Mîna ku bixwazin hertiştî ji bîr bikin, wê şevê di nava nivînan de ew û jina xwe nêzîkî hev dibin, li hev dipiçikin, nola ku piçûk î di zikê jina xwe de ji nebaşiyên dûr û nêzîkî aqilan biparêze mamoste Kevanot destê xwe li zikê kewaniya xwe dipelîne, mist dide û di dawiya dawîn de li jor li ser navika wê disekinîne û herdu jî di bêdengiya şevê de dikevine xew. [2140 mete_labirent] Dema ku ro li wan bilind dibe, mamoste Kevanot vê şeva bêxewn û bêdeng dide xatirê wê niviştê, nivişta ku feqî Dimso di ber ruyê balîva wî re kiriye, Nêrgisa koçer di dilê xwe de bangî Xwedê dike ku ev şeva ha bê tirs û bê qêrîn di ser wan de derbas bû. [2141 mete_labirent] Lê heta çend rojên dû re jî xweş diyar dibe ku tirs û gelek pirsên bêbersiv şopên xwe li mala mamoste Kevanot kwîr vedane. [2142 mete_labirent] Ji van rojên kambax rojekê li ser taştê ji nişka ve tiştekî nola êşeke tîndar xwe li zikê Nêrgisa koçer dide der û li pişta wê giran dibe, ne tenê giraniya yekî, mîna ku giraniya deh zarokan ketiye tûrekî şil û benê wî tûrî jî ji hêla hundur de bi movikên pişta wê ve hatiye girêdan, ewqas giran e, hundurê wê dişewite, tîr dike û dêşe, Nêrgisa koçer ji ser taştê radibe, destekî xwe davêje pişta xwe û destê din jî dide binê zikê xwe î gir, dikişe ser nivînan û li wir diqepije, mamoste Kevanot dibeze ber pencerê û li hewşa dibistanê dinêre, hustuyê xwe ber bi zarokekî xwendekarê dibistanê dirêj dike û ji wir bi dengekî tevlihev lê diqîre: [2143 mete_labirent] -Ero, Demo, Demo!... zû bibeze mala meta Xanê... bila tew nesekine û zû were... lez bike, lez, lez!...« [2144 mete_labirent] Demo ber bi mala meta Xanê dilezîne, mamoste Kevanot diçe ber jina xwe ya ramedî û bêyî ku bizane meriv di demên weha de çi dike, destê xwe li zik û çîpên jina xwe dipelîne, şeltikeke piçûk tîne û di binê jina xwe re radixîne, avexwîneke bêwext ji jinikê dirije û li vê şeltika piçûk belav dibe. [2145 mete_labirent] Entîn û ofîna jina mamoste Kevanot dest û lingên wî li hev digerîne û nizane bê ew ê çi bike, gelek nabuhure bi hilkehilka bazdanê Xanê dikeve hundur, bi vê hatina wê re Nêrgisa koçer dilê xwe bi xwe dişewitîne û bi kelagirî dibêje: [2146 mete_labirent] Ez... ez mirim, metê!.. [2147 mete_labirent] Metê bi qurban!... xeman nexwe, netirse... ez va hatim. [2148 mete_labirent] Metê berê berê diçe xwe di ser Nêrgisa koçer de vedigire, ruyê wê maç dike û bi pêşa fîstanê xwe xwîdana li eniya wê paqij dike, derpê wê dişeqitîne, daxwaza meqeseke paqij dike, mamoste Kevanot meqeseke paqij tîne, şerm dike, bi dilpekiya ku ew ê anuha bibe bav ber bi pencerê diçe, çavên wî li der û guhên wî li hundur e, bi qasî kişandina cixareyekê entîn, nalîn û peyvikên bergerê dibihîse, di vê navberê de qêrîna êşekê di guhên wî de diçinge, Xanê serê zarokekî ji binê jina wî dikêşe û bi melodiyeke oldarî Allah û Ekber’ekê di guhê zarok de diqîre, tev semboleke mêraniyê laşekî piçûk derdikeve lê bersiva van herdu peyvikên mezin nade, Xanê wî di nava lepên xwe de dibe û tîne lê zarok naqîje, Xanê bi destekî xwe [2149 mete_labirent] herdu lingên wî digire û serjêr radike lê zarok nagirî, Xanê bi destê din pişta wî ditepîne lê zarok bêdeng e, tev xwîn û navikê Xanê wî disipêre ciyê berê lê zarok nalive, bêyî ku navika zarok bibire Xanê wî li ser şeltikê dirêj dike, sîngê wî mist dide, dişidîne lê zarok bêhnçikiyayî ye, Xanê devê xwe dixe devê laşê piçûk û pifî hêla hundur dike lê zarok sar e, zarok miriye. [2150 mete_labirent] Wê rojê zarok dişon, dipêçin û di goristana Mekanê Mala Dînan de dikine erdê, ne tenê ji bo mirina zarokê wan, ji bo van hemû bêyomiyên ku di van rojên dawîn de hatine serê mala mamoste Kevanot, tev jin û mêran şêniyên gund ber bi lojmana dibistanê dikişin, li gor berbora gundîtiyê destên alîkariyê dirêjî rewş û nexweşa malê dikin, sersaxiyê lê dikin, dixwazin tirs û xemgîniyê li ber wan belav bikin. [2151 mete_labirent] Ev sê sal in ku mamoste Kevanot û jina xwe li bendî rojeke weha ne, roja ku zarokek ê ji wan re bibe, gerçî mamoste Kevanot hîn jî pê nizane, pê nizane ku jina wî heta heft mehan beriya nuha jî bi pêşniyarên jinên gund şilkî çêkirine û li ser goristana Mekanê Mala Dînan li zarokan belav kirine, li wir di binê siya dara pîrozwer de xwe dirêj kiriye, bangî ruhê pîrozwer, bangî ruhê Sofî Dîno kiriye û ji Xwedê xwestiye ku bi zarok nexweş bibe, lê bi çi awayî dibe bila bibe, di roja îroyîn de li ser bûyîn û mirina vî zarokê ha, ji xemgîniyê bêtir gelek tiştên wekîdin di serê mamoste Kevanot de diçin û tên, gelekî dide ber hev û dide ser hev, li ser sedemên ciyê ciyê disekine, carina di dilê xwe de serwext dibe û: »Divê ji bo herkesî wusa be, zarokê pêşîn hertim çetin e û bi qasî du mehan jî beriya wexta xwe bû, loma... loma mir.« dibêje, carina jî xwe wekî sedemê vê mirina zarok dibîne û nola gunehkarekî mezin di dilê xwe de: »Ji ber van bêyomiyên çend rojên dawîn, tirs li rebena jina min çêbû û loma zarok ji ber çû.« dibêje, lê di dawiya dawîn de mamoste Kevanot pirtir li ser gotina dapîra xwe disekine, dapîra ku mirina zarok bi wî dabû zanîn û jê re goti bû: [2152 mete_labirent] » Dergûşa we ê ruyê dunyayê nebîne.« [2153 mete_labirent] Ew rewş û bûyerên van rojên dawîn: ew şeva dilverşîn, ew deng û ew gotinên dapîra wî, ev mirina zarokê wan, ev hemû tiştên ha mamoste Kevanot dikişîne nav mijara ol û oldariyê ku lê hûr bibe, bi xwe bibîne û bi xwe têbigêhîje. [2154 mete_labirent] Heta nuha jî mijara teolojiyê bi qasî îro bala mamoste Kevanot ne kişandiye, weke gelek kesan wî jî hebûna hêzeke bi navê yezdanê dilovan, bi navê Xwedê di dereke serê xwe de bi cî kiriye, di felsefa ola Zerdeştî de başiya Ahûra Mazda û xirabiya Angra Manyû bihîstiye, bihîstiye ku Bûda di şîretên xwe de ji şagirtên xwe re: »Hûn bi xwe ji xwe re bibine ronahî.« gotiye, ji nêzîk ve dîtiye ku bi hezaran, bi mîlyonan merivan dane ser riya ola mesîhî, di rûpelên rojane de weke bûyerên rojê şer û kuştinên ji bo ol û pêxemberê herî dawîn xwendiye û hew. [2155 mete_labirent] Lê ji vê rojê û şûn de li vî gundî bi vê rewş û nerihetiya xwe mamoste Kevanot cara duduyan tê guhertin, weke teologekî dikeve lêgerîneke li van ruhên pîrozwer, piştî demeke dirêj cara pêşîn û dû re jî çend carên mîna vê cara pêşîn bi daxwazeke jidil berê xwe dide bajêr, ji zana û oldaran dipirse, bi dilpekî guhdariya wan dike, bi pey pirtûkên oldariyê dikeve û li wir, li bajêr dikeve nava refikên pirtûkxanên kevin, di demeke kurt de werger, şirove û dîtinên li ser pirtûkên mezin peyda dike, di rûpelên van pirtûkên pîrozwer de rastî mijarên cinan, bi zimanê van gundiyan rastî aferîdên ji me çêtir tê, van beşan bi baldarî dixwîne û tê de dibîne ku ev aferîdên weha tew jî ji me ne çêtir in, car bi car vedigere serî û van beşên pirtûkên pîrozwer ji nû ve dixwîne, dixwîne û di van beşan de, di van rûpelan de dibîne ku di destpêkê de Xwedê bi tenê ye, dû re li gor dilê xwe bi sed hezaran kerûbiyên şîrşêrîn û dilovan diafirîne, paşîngê gerdûneke tarî û vala li dar dixe, daxwaza ronahiyekê dike, bîst û çar saetên vê tarî û vê ronahiyê li ber hev berdêl dike û bi navê, [2156 mete_labirent] Roja yekem dinavîne, [2157 mete_labirent] Roja duduyan navberekê dixe navîna av û asimanan, [2158 mete_labirent] Roja sisiyan av û reşayiyê ji hev vediqetîne û ji her babetî tovên dar û giyan li reşayiyê direşîne, [2159 mete_labirent] Roja çaran vê av û vê reşayiya dunyayê bi ronahiya ro, hêv û histêrikên asimanî dixemilîne, [2160 mete_labirent] Roja pêncan ji her babetî heywanan bi ruyê av û reşayiyê dixîne, [2161 mete_labirent] Roja şeşan dirame ku ji xwe re ji axê merivekî dunyayî çêke û wusa jî dike, [2162 mete_labirent] Ji axê pêşiyê mêrekî û dû re jî ji parxwanê wî jinekê çêdike, navê Adem û Hewayê li wan dike. [2163 mete_labirent] Li hemberî vê hunermendiya Xwedê, jîrtirîn, xurtirîn, baqiltirîn melekê wî, Melekê Tawûs çavnebar dibe, bi Xwedê re dikeve qayîşê, Hewayê dixapîne û pê Adem ji rê derdixîne, Xwedê ji vê yekê hêrs dibe, pêşiyê naletê li Melekê Tawûs dibarîne û wî bi rengdêra Şeytan dinavîne, dû re Adem û Hewayê diarihîne, zarokan bi pey wan dixîne, keçên xweşik û jinên barîk ji van zarokên wan derdikevin, li hemberî xweşikiya van keç û jinên ademî doxîn li melekên asimanî sist dibe, weke mêran ji jor de ji asimanan dadikevin ruyê erdê, bi keç û jinên ademî re li ba dikevin, bi wan re radikevin, zarokên ku ji wan çêdibin bejnên wan bilind, serên wan gir û aferîdên seyr ji wan derdikevin. [2164 mete_labirent] Xwedê ji vê tevgera melekên xwe yên doxînsist jî hêrs dibe, pê dêşe, weke niviskarekî ku ji berhemeke xwe ya çapbûyî ne kêfxweş be Xwedê jî ji vê hunera xwe poşman dibe û şerm dike, ewqas şerm dike û ewqas poşman dibe ku!... weke gelek hunermendên ku dû re agir bera berhemên xwe didin Xwedê jî ji bilî malbata Nûh tevayiyê vê berhema xwe av û agir dike, van melekên xwe yên doxînsist dikişîne asimanan, li wir wan tawanbar dike, mîna ku bibêje: de biçin û weke xwe bikin, bi derew û tevgerên xwe yên qirêj dijminiya min bikin, Xwedê wan ji asimanan de serjêr davêje xwarê. [2165 mete_labirent] A ji wê wextê û vir de ye ku ev aferîdên ha xwe dane aliyê qayîşkêşê Xwedê, Şeytanê Mezin, bi giyan û mejiyê ademiyan ketine, derewan li hev tînin, tovên nebaşiyê di nava merivan de direşînin, merivan berdidin pêsîrên hev û ji ser riya rast didine alî, dema ku bi van nebaşiyên xwe jî têr nabin, radibin jîrî û zaniyariya xwe bi kar tînin, xwe dikin dewsa merivên mirî, bi hunermendî dikevin tevgerên wan, dengên wan bi lêv dikin, bi vî awayî pêşiyê dudiliyekê û paşîngê jî tirsekê li merivan çêdikin, ziman li merivan girêdidin, merivan kwîr û bawî dikin, pêşniyarên kuştin û xwekuştinê davêjin ber merivan, merivan dîn dikin û bi çolan dixin. [2166 mete_labirent] Mamoste Kevanot van hemû tiştên ha car bi car ji pirtûkên pîrozwer dixwîne, dixwîne û di dawiya dawîn de serwextî tiştekî dibe, serwext dibe ku: ev aferîdên ha ji me ne çêtir in, ji kesekî jî ne çêtir in, ev yên ha melekên arihandî, melekên gunehkar in, layengirên Şeytên û dijminên ademiyan in, devên newalan, şikeftên tarî û qulên pixêriyan cî û warên wan in, weke cin, pîrebok û netekin derdikevin pêşiya merivan, ji ber jîriya xwe dikanin xwe têxin dewsa herkesî û weke herkesî bipeyivin, dikanin merivan bêşînin, bilikumînin, bixînin û kula mirinê di laşê merivan de biçînin. [2167 mete_labirent] Piştî xwendin û têgêhîştina van hemû tiştên ha, gelek carên din jî ew dapîra mamoste Kevanot di nîvê şevan de tê û xwe rayê wî dide, bi wî re dipeyive, li rewşa wî dipirse, mizgîniyên baş an jî gotinên reş jê re bi lêv dike, di her carên weha de tirs û hêrs li mamoste Kevanot tîrtir dibe, di şevên nîvên şevan de ji xewxilmajiyan divenciqe û di her careke weha de jî mîna hezretî Îsa: »Dûr biçe, Şeytan!« dibêje û li wê diqîre, lê pere nake, ew dûr naçe, bi vê qêrîna wî re kenekî ji van kenên pîrên cadûkar hişk û zuwa di guhên mamoste Kevanot de olan dide, wê çaxê jî radibe ser xwe, bi hêrs û dengekî bilind: »Te dergûşê me jî ji me girt, keça Şeytên!« dibêje, dîwaran pîn û kurmik dike, tufî pencerê dike, di wê hêrs û tirsê de dîsa dikeve, dîsa dilerize, dîsa zimanê xwe dicû, dîsa av û kef bi devê wî dikeve û dîsa qoçalî ser hev dibe. [2168 mete_labirent] Di her ketineke weha de kesên ku xwe pêşiyê digêhînin vê hewara mamoste Kevanot, beriya hertiştî dest û çavên xwe li peydakirina pîvazekê digerînîn, wê pîvazê dipelixînîn û didin ber pozê wî, dû re seyda û feqiyên gund lê dicivin û ilmê oldariya xwe bi kar tînin, pirtûkên pîrozwer li ber serê wî vedikin û ayetên cinan di guhên wî de dixwînin, zimanê Xwedê li kaxezan siwar dikin û weke nivişt û bazbendan pê ve dizeliqînin, bi benên rengîn berbejn û hemêliyan bi hustuyê wî ve dikin. [2169 mete_labirent] Ji bo ku mamoste Kevanot ji nava van lepên bêyom bifilite, çi ji destên şêniyên gund tê ew dikin, lê ev ked û ev karên wan jî pere nake, roj bi roj mamoste Kevanot xirabtir dibe, êdî wusa dibe ku ne tenê di tariyên şevên nîvê şevan de, herweha bi ro jî û li ber çavên herkesî jî dikeve, bi gotineke din gelek pîvazên din têne pelixandin, niviştên xurtir, bazbendên kesktir, berbejn û hemêliyên nûtir bi mamoste Kevanot ve dibin, di nava şêniyên gund de li ser vê ketina wî şirovên cuda cuda belav dibin: »Ji me çêtir cinên wî lê qert bûne û êdî pirtûka pîrozwer jî nikane bandorekê lê bike!« dibêjin, navê mamoste Kevanot di devê piçûk û mezinên şêniyên gund de dibe ziman, dirêj û zêde dikin, dinepixînin, giran dikin û tênagêhîjin: »Di vî gundî de jî gelek kes bi ber bayê wan aferîdên ji me çêtir ketin, lê ne bi vî rengê ha!« dibêjin. [2170 mete_labirent] Mamoste Kevanot bi xwe û ramanê xwe de ketiye, van gotin û şirovên şêniyên gund nabîhise, ji nava gund vedikişe lojmana xwe, danûsitendinên xwe û gundiyan radike, mîna yekî sondxwarî ji hewşa dibistanê dernakeve der, weke xwî an jî nexweşiyeke kevin carina bi zarokan re dikeve dersxanê, bêyî ku tiştekî bide ber zarokan li ser masa xwe rûdine, bi raman, bi çavên gir û vala temaşa wan dike, di van rojên dawîn de, bi navê dersê an jî di dewsa dersê de hertim pirsekê ji wan dike û: »Hûn dixwazin bibin çi?« dibêje, îro û anuha jî beriya ku zarokan ji dibistanê berde nava malan, dixwaze dîsa vê pirsa xwe bike, lê bi mamoste Kevanot wusa tê ku anuha yek bi yek hemû zarok bersiva vê pirsa wî didin û pê didine zanîn ku: ew dixwazin bibin nîşandarên çûçikan, çîrokbêjên çîrokên cin û periyan, dixwazin bibin seyda û meleyên xurt ku devê gur û maran girêdin, cinan ji ser kesên cînî rakin, dixwazin ilm û zimanekî wusa bi kar bînin ku ce û genim bi dîwaran ve hilkişînin, wekîdin... û wekîdin jî dixwazin bibin xwediyên vatiniya gelek tiştên weke van tiştan. [2171 mete_labirent] Di wê gavê de dilê mamoste Kevanot pê dide zanîn û jê re dibê: »Ev zarokên ha zarokên cin û şeytanan in.« û ne tenê dilê wî herweha ew bi çavên xwe jî dibîne, dibîne ku destên wan, serê wan, diranên wan, dev û pozên wan, guhên wan, bi gotineke din tevayiyê bergeha van zarokên ha bi aliyên xeternak têne ber çavên wî, bêdengiyeke hertimî li ber masê digire ser mamoste Kevanot, serê wî vala, çavên wî zîq û laşê wî pûç dibe, bi qasî qirş û pûşekî sivik dibe: av were li ser ba were li ber e... û belê, di vê rewşê de û anuha ji nişka ve çavên wî di reş ve diçin, ricifiyeke bêmane xwe lê dide der, gêrî valayiyeke ripûreş dibe, li erdekî tirs û tarî dikeve, çîkên rengîn ji ber çavên wî diçin û di ronahiya wan çîkan de bi çavên serê xwe jî dibîne, mamoste Kevanot dibîne ku bi devên xwar, diranên bîç û pozên pelixî aferîdên seyr û kambax li dora wî direqisin, destên xwe di laşên hev de dikin û ji hev goşt dixwin, dû re... û dû re jî ev aferîdên ha bi kambaxî vedigerine ser wî, nînog û tiliyên xwe di çavên wî re dikin ku derxînin, destên xwe davêjine gewriya wî ku bifetisînin. [2172 mete_labirent] Mamoste Kevanot ji ser sandaliya xwe gêrî xwarê bûye, li erdê li ber masa xwe diricife, dilerize, diranên wî di ser hev re dikine qîrçeqîrç, dest û ling lê dibine dar, serê xwe li ba dike, gwînê wî wusa reş dixeniqe ku meriv dibê qeyê ew hemû xwîna di laşê wî de hatiye li serçavê wî berhev bûye û ew ê anuha di çavên wî re bipijiqe der, ufeufa wî ye û bi dijwarî bêhna xwe vedide. [2173 mete_labirent] Bi ketina mamoste Kevanot re xwendekarên piçûk ji dersxanê dibezine der, ber bi gund dilezînin û li kuçan belav dibin, vê rewşa mamostê xwe digêhînin şêniyên gund û bi wan didine zanîn, ji kuçan, ji hewşan, ji malan hewarê berhev dikin û ber bi lojmanê dişînin. [2174 mete_labirent] Dema ku mamoste Kevanot çavên xwe vedike, dibîne ku Sêvdînê Selîm, Guziyê dîn, feqî Dimso, Siyabendê yekçav î cinî di hewara wî de hatine û weke hemû carên berê vê carê jî jina wî li wir e, mamoste Kevanot radikin, kincên wî dawdişînin, derdixin der, li beroşkê hêla der li ber dîwarê lojmanê li hev rûdinin, heta ku jina wî çayekê germ dike û tîne li ber wan datîne jî mamoste Kevanot dengê xwe nake, mîna ku ji tiştekî şerm bike serê wî di ber de ye û dirame, ne yek û ne dudu... dibe ku anuha li ser du hezar û du tiştan dirame. [2175 mete_labirent] Di danîna çayên wan de ev rewşa wî dilê jina wî tenik dike û di wî dilê xwe î tenik de dibê: »Ev çi rewş e, Xwedê!... ew ê serî carê bikeve, ev gundiyên ha ê bikemişin ser û ji erdê rakin!« [2176 mete_labirent] Gundiyên ku anuha kemişîn ser û ew ji erdê rakirin, bi firefir çayê vedixwin, dipeyivin, Sêvdînê Selîm bi mamoste Kevanot dide zanîn ku bêhna xwe teng neke, Xwedê mezin e, ew ê rojekê lê were dilovaniyê, Siyabendê yekçav î cinî quma dawîn li çaya xwe dixe, piyala vala datîne ber xwe, herdu destên xwe li sîngê xwe dixe û dibê: [2177 mete_labirent] Ma min... min ji destên wan çêtiran çi ne kişand ku!... hîn jî... ez hîn jî dikişînim. [2178 mete_labirent] Lê şikir ji Xwedê re ne mîna berê ye... tenê carina xewên şevan li min diherimînin û hew... pirî caran dernakevin pêşiya... [2179 mete_labirent] Feqî Dimso destê xwe ber bi Siyabendê yekçav î cinî radike, peyva wî dibire, çav lê dişikîne û dibêje: [2180 mete_labirent] Ji bona Xwedê çêlî wan neke, dema ku meriv çêlî wan dikin, ew jî nêzîktir dibin. [2181 mete_labirent] Çi dibe bila bibe, Xwedê mezin e, ew dizane, ew dikane û ew dibîne. [2182 mete_labirent] Mamoste Kevanot jî dibîne, dibîne bê çawa feqî Dimso çavên xwe li yên dora xwe dişikîne, dizane ku ev tevgera wan wî piçûk dixîne, wî nexweş dixîne û bi çavên ciniyekî li wî dinêrin, lê mamoste Kevanot tiştekî nikane, nikane bibêje çê an jî xirab tiştekî weha, tiştekî bi navê cinan tuneye, lewra ew bi çavên xwe jî wan dibîne, bi êşa giyanê xwe hebûna wan aferîdên çê an jî xirab hîs dike, di bin çavan re bi hêrs û gef li feqî Dimso dinêre, xwe diguvişîne lê dengê xwe nake, Guziyê dîn berê xwe bi feqî Dimso de dike û bi dengê xwe î monotonî dibêje: [2183 mete_labirent] Ê bi Xwedê tu ditirsî, feqî Dimso... ma çima tu xwî dikî, heyran!... A em ê jî şekalan bi dest xwe ve kin, em ê li ber cin û pîrebokan... em ê li ber çê û xirabên wan pan bibin. [2184 mete_labirent] Em ê dirêjî hev bikin û em ê bibînin ka dayikên kê lorikan dibêjin!... lê feqî Dimso jî ditirse... bi Xwedê ew jî bi xwe de dirî!... ma ne wusa ye, xoce... tu û Xwedê ne wusa ye, xoce?... ma feqî Dimso bi xwe de narî?... [2185 mete_labirent] Xoce bêdeng e, bersiva van pirsan nade û şirove nake, heta derengî rojê jî li ber dîwarê lojmanê bi wî de dikevin, hûr hûr gotinan davêjine ber û hêdî hêdî dipeyivin, dû re pê didine zanîn ku di van demên dawîn de wî xwe ji gund û şêniyan dûrxistiye, ev tevgera wî bûye sedemên gotinên cuda cuda, bi kurtî jê re çêlî van sedemên cuda cuda dikin, mijara galegala wan dîsa vedigere û tê li ser cinan disekine, Sêvdînê Selîm bi tevgera salmezinekî gund pêşniyar dike û dibê: [2186 mete_labirent] Tu were bi ya me bike û biçe, xoce. [2187 mete_labirent] Xuyaye ji me çêtiran cî li te teng kirine, biçe xwe bigêhîne ziyareta Girnewaz û xwe bavêje bextê Pîrê wan. [2188 mete_labirent] Tu jî dibînî... dibînî ku li te azirî ne, êdî ne nivişt, ne bazbend û ne jî ayetên pîrozwer... bandora tiştekî li wan çêtiran nabe. [2189 mete_labirent] Mîna ku rastiya van gotinên Sêvdînê Selîm bipeyitîne, Siyabendê yekçav î cinî serê xwe dihejîne, serê feqî Dimso jî diheje û bi rewşeke hêvîdar lê bi dilekî şewitî di ber xwe de dike pilepil û dibê: [2190 mete_labirent] Xwedê lê rabe dilovaniyê!... wan jî kesek ne dîtin, hatin... hatin û bi vî rebenê ha ve zeliqîn. [2191 mete_labirent] Bi mamoste Kevanot wusa tê ku hemû gundiyan peyva xwe yek kirine, ew peyva ha jî xistine devê Sêvdînê Selîm û şandine ba wî, lê ew bi ya wan nake, tiştekî din dike, ji nişka ve xwe hêrs dike, mîna ku tevayiyê kerb û tirsa xwe ya van demên dawîn di serê feqî Dimso de biteqîne, radibe ser xwe û destê xwe ber bi wî bilind dike: [2192 mete_labirent] Ji me ne çêtir in! [2193 mete_labirent] Ji herkesî û ji hertiştî jî xirabtir in ew!... dibêje, serê xwe di nava herdu lepên xwe de diguvişîne, li dora xwe zîz dibe, devê xwe tije gotinên naxoş dike û di ser van gundiyan de direşîne: Hûn jî çiqas ehmeq in!... bêyî ku hûn tiştekî bizani bin, ji wan aferîdên kambax re dibêjin, ji me çêtir!... Ji gû jî ne çêtir in ew!... Ka we ji ku derxistiye ku ew ji me çêtir in!... de ka bibêjin, rebenên Xwedê, ehmqên Xwedê!... Bibêjin ka çiyê wan ji me çêtir e!... nesekinin, netirisin, bibêjin!...« [2194 mete_labirent] Nêrgisa jina wî di pencerê re bi hustuxwarî li vê birebira mêrê xwe temaşe dike, êdî Xwedê dizane bê çima lê Sêvdînî Selîm tiştekî nabêje, feqî Dimso tiştekî nabêje, Siyabendê yekçav î cinî tiştekî nabêje, tenê Guzîyê dîn destê xwe ber bi feqî Dimso bilind dike û dibê: [2195 mete_labirent] Çima tu xwê dikî, heyran! [2196 mete_labirent] Gotina xoce ye... xoce rast dibêje, heyran!... xoce ne dîn e, heyran! [2197 mete_labirent] Bi van gotinên dawîn re mamoste Kevanot dibe xwê û dikeve êgir, çavên wî tijî hêrs û hêsir dibin, diricife, dilerize, dest davêje hustukura xwe, bişkovên ber xwe diqetîne, benê berbejna wî bi dest dikeve, bi hêrseke taybetî wê jî ji hustuyê xwe derdixe, heta ku jê tê ji hewşa dibistanê dûr davêje, wî destê xwe ber bi gund bilind dike, vedigere ser ew yên pêş xwe û di ser wan de dike qîreqîr: [2198 mete_labirent] Rabin, bi kuçên gund bikevin û bibêjin, xoce dîn bûye... bibêjin, xoce bi nexweşiyeke dûrî aqilan ketiye... bibêjin, êdî tewşomewşo dipeyive... bibêjin, li hemberî îblîs û şagirtên wî asê bûye!... De rabin!... heta ku ji we tê biqîrin û bibêjin, xoce devê xwe dirêjî pêsîrên pîrecinan kiriye û ji pêsîrên wan şîr kişandiye... bibêjin, xoce rastî pêxemberên ji serê xwe nexweş û Xwedayên devbixwîn hatiye... De rabin û biçin!... biçin wusa bikin!... wusa bikin ku bila gundê ehmeqan, gundê dînan, gundê cinan, gundê îblîsiyan jî ji vê yekê haydar bibe!... [2199 mete_labirent] Hersê îblîsiyên li wir çavên xwe gir dikin û ji vê yekê haydar dibin, haydar dibin û anuha dibînin bê mamoste Kevanot çawa bi van gotinên xwe re dilerize, diricife, di ciyê xwe de rûdine, serê xwe dixe nava lepên xwe û dest bi girî dike. [2200 mete_labirent] Mîna gunehkarekî mezin bi deng û ji dilekî şewitî digirî. [2201 mete_labirent] Ev gotinên mamoste Kevanot, ev rewşa wî, ev tevgerên wî û ev giriyê wî weke birûskekê tavilê di gund de deng dide û di kuçan de bilind dibe: »Li hemberî çêtiran asê bûye, heşa û heft hezar carî heşa!... ji wan çêtiran re gotinên naxoş kiriye, bi agir û bi mirinê lîstiye... zimandirêjiya Xwedê û pêxemberan jî kiriye...« dibêjin, piçûk û mezinên şêniyên gund heyfa xwe bi mamoste Kevanot tînin, dilê xwe bi mala wî dişewitînin: »Maqûlekî di şeyê me de bû...« dibêjin û mîna ku ji nuha ve pêşerojên vî maqûlî bibînin xwe bi xwe an jî di nav xwe de: »Ew jî çû, av û av çû rebeno!...« dibêjin, hûr hûr li ser dipeyivin, vê rewşa wî bi awayên dûr û nêzîkî aqilan şirove dikin: »Ev ne karê aqilên ademiyan e... ew dîsa Xwedê pê dizane... lê wusa xuyaye ku destekî veşartî, destekî ruhanî di sedemeke weha de heye...« dibêjin û ji nav dernakevin, tênagêhîjin ku tiştekî weha ji nişka ve çawa dikane bibe û dû re li xwe vedigerînin: »Ji bo wan ruhên pîrozwer tew jî ne çetin e... ne çetin e ku ji nişka ve merivan bixerifînin, dîn bikin û bikujin... gav û saet ji bo wan çêtiran yek e...« dibêjin, lê dîsa jî ji bayê dudiliya xwe nafilitin, rasterast serwextî sedemên giraniya arihandineke weha nabin: »Qaşo mêrik ne ji gundê me ye jî...« dibêjin û gelekî din jî dibêjin. [2202 mete_labirent] Lê ev dîtin û ev gotinên şêniyên gund sedemên vê rewşa mamoste Kevanot ji hev dernaxînin: »Gelek kes bi ber bayê wan çêtiran ketine û em hemû jî pê dizanin... em pê dizanin ku ev kesên ha di pêlên ketina xwe de li hemberî çêtiran asê ne bûne. [2203 mete_labirent] Heşa heşa... ji wan re gotinên naxoş ne kirine. [2204 mete_labirent] Na, kesekî jî wusa ne kiriye. [2205 mete_labirent] Di rewşên weha de hertim tirsiyane, li ber wan geriyane, ji wan çêtiran lava kirine ku dev jê berdin.... bi gotineke din kesek jî mîna vî xoceyê me ne bûye. [2206 mete_labirent] Kesek mîna wî asêkar ne bûye.« dibêjin, diramin, bi hev dişêwirin: »Bi devê xwe jî... wî bi devê xwe jî gotiye ku ji pêsîrên wan çêtiran şîr kişandiye... diyar e ku ew jî ketiye nav wan û bûye yekî ji wan...« dibêjin, dû re miriyên îsalîn dijmêrin û di dawiya dawîn de jî sedemên vê bûyerê digêhînin Mekanê Mala Dînan. [2207 mete_labirent] Şêniyên gund bi tirs û xofeke veşartî hevdu haydar dikin û: »Sala ku li gund mirinek dest pê bike heta dawiya wê salê, Mekanê Mala Dînan daxwaza heft mirinan dike û em hemû jî bi viya dizanin. [2208 mete_labirent] Anuha beriya ku sal dawiyê li xwe bîne hejmara miriyên îsalîn bûye şeş. [2209 mete_labirent] Ji bo ku ev hejmar derkeve heftan û bibe saleke weke hersal Mekanê Mala Dînan ev yeka ha bi serê xoce de haniye.« dibêjin [2210 mete_labirent] Ji şêniyên gund çend kes lê zêdetir dikin û çêlî nêzîkiya mirinekê jî dikin, mîna ku ji anuha ve li paş miriyekî bipeyivin di navîna xwe de çêlî çêyî û başiyên mamoste Kevanot dikin: »Di peyivîna xwe de hertim gotinên mîna şekir ji devê wî derdiketin.« dibêjin, bi awakî çîrokane tevgerên wî bi lêv dikin, bilûrvanê oda gund Şefoyê kwîr dike ku li ser qulên bilûra xwe ji bo wî melodiya bextekî reş bihûne, biguvîne û bilorîne. [2211 mete_labirent] Lê dîsa jî bi hêviya ku mamoste Kevanot ê piçekî baş bibe û were ser xwe, carina bi şev û carina jî bi roj şêniyên gund diçin serlêdana wî, li rewşa wî dipirsin, bangî malên xwe dikin, pê didine zanîn ku weke demên berê ew li nav malan bigere, biçe di oda gund de rûne, di kuçan de bi şêniyan re henekan bike û bi wan re bikene, bi wan re derkeve nêçira çûçikan, zivistaneke bi berf û bager li pêşiya wan e, ew ê dîsa bi hev re biçin û nola hersal di kozikan de hetanî destê sibê li bendî nêçira roviyan rûnin. [2212 mete_labirent] Lê na, mamoste Kevanot weke wan nake, çi dibêjin çi dixwazin pirî caran guhdariya wan jî nake, tew carina wî hay ji hatin û hebûna wan jî tuneye, berê tenê di hinek pêlan de diricifî, dilerizî û diket lê anuha tenê di hinek demên kurt de tê ser xwe, hay ji hebûna xwe dibe û çê xirab dipeyive, lê wê çaxê jî ji vê rewş û tevgera xwe şerm dike. [2213 mete_labirent] Anuha ev tevgera şermesar li wî bûye tirs, li wî bûye rik û li wî bûye gelek tiştên din: mîna wan psîkonexweşên ku ji herkesî ji hertiştî ditirsin û direvin, mîna wan şêxên ku xwe di binê çarşefên mezin de dinixumînin û li bendî wersirekê ne, mîna wan pêxemberên ku xwe davêjin binê şikeftên çiyayên bilind û li wir li Xwedayan digerin... belê, mamoste Kevanot jî mîna van hemû ruhên ha hertim ji gund û şêniyan vedikişe, dûrdikeve, bi gotina şêniyên gund dîwarê hewşa dibistanê jê re dibe weke toqa şeytên û ew ji hundurê wê dernakeve der, di piraniya van demên xwe de hertim serê wî di ber de û di hundurê vê hewşê de digere, tufî erdê, tufî dora xwe dike, devê xwe ber bi jor tûjikî dike û tufî asimanan dike, mîna golikê ku ji moz û mêşekê veniciqe carina ji nişka ve li paş xwe dizivire û zîz dibe. [2214 mete_labirent] Ev rewşa ha jê re dibe xwî, jê re dibe huner, jê re dibe kar û karê mamostetiyê ji bîra dike, pirî caran nizane deriyê dersxanê jî ji zarokan re veke û wan berde hundur, tenê li derve li hewşa dibistanê weke vatinî an jî nexweşiyeke kevin rastî zarokan tê, wan radiwestîne, li wir lîstikekê dide ber wan, wan li hev siwar dike, wan berdide hev, li dora wan dibeze, dike qîreqîr û wan li hev sor dike. [2215 mete_labirent] Şêniyên gund serwext dibin ku êdî bi kêrî karê xwe, bi kêrî hîndayîna zarokan nayê, destên xwe jê dişon, lê dîsa jî dipên, bi hêviya ku Xwedê mezin e, bi hêviya ku cin ê rojekê lê werine dilovaniyê, dev jê berdin û ew jî dîsa bibe mamoste Kevanotê berê. [2216 mete_labirent] Ji van demên dawîn mamoste Kevanot rojekê weke hertim radibe û diçe ser taştê, li ser taştê jina wî dinêre ku mêrê wê dîsa bi raman e, bi rewşeke seyr li ber taştê rûniştiye, di ser nan û pêxwarinên pêşiya xwe de xwar bûye, bêyî ku destê xwe dirêjî tiştekî bike û bixwe, bi baldarî dinêre, Nêrgisa koçer wusa têdigêhîje ku weke gelek carên berê vê carê jî mêrê wê li bendî pêla bayekî cinan e û hêrişeke wan dipê, têdigêhîje ku ev rewşa wî ji carên hercarîn cudatir û girantir e, dengekî lê dike û jê re dibê: [2217 mete_labirent] ku dereke te dêşe û tu nerihet î, ez... ez biçim ji zarokan re bibêjim û îro jî wan bişînim malan. [2218 mete_labirent] Mîna ku bi ruh û raman ji dereke dûr û dûr vegere, mamoste Kevanot ji nişka ve serê xwe radike, li jina xwe vedigerîne û dibê: [2219 mete_labirent] Na, na... dereke min... Ez hinekî weha noqî ramanan... min dikir ku ez lîstikeke nû... ez ê îro lîstikekê pêşanî zarokan bikim û bi wan re bilîzim. [2220 mete_labirent] Piştî xwarina taştê bi giraniya wan ramanan radibe, ji lojmanê derdikeve hewşa dibistanê, weke hemû rojên xwendinê îro jî zarok ji zû ve li hewşa dibistanê gêhîştine ser hev, mamoste Kevanot dîsa pêwîst nabîne ku zarok têkevine dersxanê, li wir li hewşê bi wan dide zanîn ku ew ê îro lîstikekê bilîzin, lîstikek ku heta nuha ew pê ne lîstine, ji bo pêwîstiya vê lîstikê jî bi zarokan dide zanîn ku divê ew biçin malên xwe û her yek şewqe, kum an jî kolezekî bîne, dû re jî li gotinên xwe zêde dike û dibêje: [2221 mete_labirent] Ne girîng e ku kevin an jî nû be. [2222 mete_labirent] Herweha hemû zarok bi kêfxweşiya vê lîstika nû li kuçên gund belav dibin, bi cax û ciyê kincên malên xwe dikevin, ji dê, dapîr an jî endamekî malê dipirsin, daxwaza kum, şewqe û kolozan li wan dikin, zarokên ku li malê rastî mezinekî endamê malê nayên, ew jî bi xwe di malê de digerin, tiştekî weha peyda dikin û ber bi jor dikişin. [2223 mete_labirent] Di navberê de gelek wext nabuhure ku babet bi babet kum û koloz di destên zarokan de û li hewşa dibistanê dicivin ser hev, mamoste Kevanot dide pêşiya zarokan û weke garaneke golikan wan dikişîne axpîna kêleka dibistanê, li wir zarokan li hev dike kulor û ew jî di nava wan de radiweste, lîstika nû û rêdara wê ji zarokan re kat dike û dibêje: [2224 mete_labirent] Van kum û kolozên di destên xwe de heta ku ji me tê em ê ber bi jor, ber bi asimanan bavêjin... û heta ku ji me tê em ê li dû wan biqîrin... em ê biqîrin û bibêjin: »Hatin!... ha, hatin!... melek û periyên asimanî hatin!...« Kîjan kumê ku berê bigêhîje erdê, em ê navekî lê bikin... em ê bibêjin, ev bêyom e, ev cin e, ev şeytan e û dû re jî em ê bi keviran têkevine ser heta ku ew kumê ha perçe perçe dibe. [2225 mete_labirent] Mîna qumandarekî leşgerên nû û naşî, mamoste Kevanot car bi car rêdarên vê lîstika nû ji xwendekarên xwe re bi lêv dike, xwendekarên ku kum û kolozên nû hanîne, di wê gavê de poşmaniyeke zarokane li wan radibe, tirsa bav û birayên malê dikeve dilê wan, lê dîsa jî bi gotina mamostê xwe dikin û dest bi lîstika nû dikin. [2226 mete_labirent] Kum, koloz û şewqe li hewa dilîzikin, tev mamoste Kevanot hemû zarok li pey kum û kolozan dibezin, deng û qêrîneke seyr bi axpîna pêş malan dikeve, ev deng û ev qêrîna seyr di ser gund de pêl dide, li dar û dîwarên hewşan datê, şêniyên li nav malan bi dilpekîn ber bi axpînê tên û dibînin, dibînin ku mamoste Kevanot di van demên xwe yên dawîn de cara pêşîn ji hewşa dibistanê derketiye der, li axpînê weke gayê nav golikan li pey kum û kolozan diqîre, dû re tev zarokan bi keviran dikemişe ser kum an jî şewqeyekî. [2227 mete_labirent] Şêniyên ku ber bi deng hatine û li axpînê berhev bûne pêşiyê ji vê derketina mamoste Kevanot kêfxweş dibin û dikenin, paşîngê bi mitûmatî li vê bergehê temaşe dikin û baş têdigêhîjin ku ev ne karekî aqilan e, nemaze jî dema ku gundiyê bi navê hecî Xopo dibîne, anuha ew dibîne bê neviyê wî çawa kumê kalê xwe î hecê ber bi jor divirvirîne, zirîç û nexşên kumê heculeswedî li ber tîrêjên tava payîzî kesk dibiriqin, dû re jî dibîne bê çawa tev mamoste Kevanot hemû zarok li ser vî kumê wî dicivin û kevir dikin, a wê çaxê çav li serê hecî Xopo tarî dibin, mîna ku bibeze pevçûnekê bi gavên hişk, bi hêrseke tevlihev ber bi wan diçe û dibê: [2228 mete_labirent] De werin û ji xwe re lê binêrin, ha!... Ero, xoce!... ma tu jî zarok î, xoce!... tu şerm nakî?... ev çi karê te ye, xoce!... ma ev jî ders e, gidî!... tu dîn bûyî, xoce, dîn!... [2229 mete_labirent] Hecî Xopo di vê hêrsê de xwe digêhîne neviyê xwe, bilind dike û [2230 mete_labirent] rasterast weke kunekî avê bi erdê de dide, hemû zarok ji ser kumê wî vedikişin, hecî Xopo kumê xwe î bi zirîçên kesk ji erdê ji nava keviran radike, mîna ku di devê hespekî dîn de hati be cûtin, ev kumê ha jî bi lêdana keviran qulqulî bûye, hecî Xopo bi xemgînî serê xwe li ba dike, bi hêrs neviyê xwe î li erdê pîn dike û dibê: [2231 mete_labirent] Tu ji kerê de bikevî, lawo!... tu bi jara marê heftserî biçî, lawo!... tu biqurmiçî!... ev kumê pîrozwer!... miriyê heftan tu bî, lawo!... [2232 mete_labirent] Ji bazdanê, ji lîstikê hilkehilka hespekî dîn bi mamoste Kevanot girtiye, hêdî hêdî ber bi hecî Xopo tê, bi zenda xwe xwîdana eniya xwe paqij dike û dibê: [2233 mete_labirent] Na... hecî... Xop... na... bêhna xwe teng neke... zarok in... bila ji xwe re bilîzin. [2234 mete_labirent] Vê carê jî hecî Xop bi hêrs berê xwe bi mamoste Kevanot de dike û dibê: [2235 mete_labirent] Min lîstikên weha ne dîtiye, xoce!... ma ev jî lîstik e!... lî... lî... lîstikên weha!... Xoce destê xwe ber bi hecî Xopo dirêj dike, peyva wî dibire û dibê: [2236 mete_labirent] De ka tu çi dizanî, hecî Xop!... ev lîstikeke nû ye û ji bo zarokan... ji bo wan tiştekî nû ye!... [2237 mete_labirent] Mirûzê hecî Xop tûj û tirş dibe, bi niçeniç serê xwe dihejîne, destê xwe li ba dike û dibe birebira wî: [2238 mete_labirent] Ev lîstika ha, lîstika dînan e, xoce. [2239 mete_labirent] Min ne dîtiye ku kesên baqil kumê xwe dane ber keviran, kincên xwe çirandine... ev tevgerên weha tevgerên dînan e... tu dîn bûyî û hew!... [2240 mete_labirent] Hecî Xopo û mamoste Kevanot bi birebir dev davêjin hev, xwe radikêşin hev, dest davêjin hustukurên hev, hevdu dibin û tînin, ji nişka ve zenda hecî Xopo dikeve devê mamoste Kevanot, qêrîneke bêwext bi hecî Xopo dikeve, şêniyên li wir dikevin navbera wan, wan ji hev dikin û dixwazin hêrsa wan daxînin, lê ev herdu qayişkêşên ha di nava lepên gundiyan de hustuyên xwe dirêjî hev dikin, destên xwe li hev li ba dikin, şêniyên ku bi hecî Xopo girtine di guhên wî de dikine pistepist û: [2241 mete_labirent] Hêrsa xwe daxîne, hecî, piçekî têbigêhîje... tibigêhîje ku ew mamoste ye, mêvanê me ye, ne ji gundê me ye, dibêjin, lê hecî Xopo di nava lepên wan de berê xwe dide hêla mamoste Kevanot, hustuyê xwe î qermiçî dirêj dike, zenda xwe ya birîndar ber bi wî radike û bi dengekî bilind dibê. [2242 mete_labirent] Kî dibe bila bibe!... serê wî bixwe!... kî tê gundê me, tasek ava gundê me vedixwe, ji me xirabtir dibe... ku weke me... weke me bi satilan, bi salan, bi dehsalan ava gundê me vexwarana, ew ê bi gûyê xwe bilîstana!... [2243 mete_labirent] Hêrsa pevçûnê li mamoste Kevanot mezin dibe, dibe dirik û wî pîj dike, xwe dirêjî qayîşkêşê xwe dike, dest û piyên gundiyan li ber dibine asteng û xwe nagêhîne hecî Xopo, xwe radikêşe, xwe li ba dike û xwe diqoqizîne lê ji astengiya lepên gundiyan nafilite, xwe davêje erdê û xwe digevizîne lê gundî wî bernadin, hêrs û giriyê xwe li nav hev dixe, meziniya hêrsa xwe duqat û du hezar caran ewqas qat mezin dike, dest davêje hustukura xwe, bişkovên ber xwe diqetîne, li wî gundî, li wê axpînê û li wî erdî zenda xwe digêhîne devê xwe, ji nişka ve gez dike û weke zenda hecî Xopo xwîneke sor ji xwe jî dirijîne. [2244 mete_labirent] Ev rewşa mamoste Kevanot bi piçûk û mezinên gund li kuçan belav dibe, dibe mijar û li ber argûnan bi lêv dibe, di pixêrî û pencerên malên gund de dibe deng û olan dide. [2245 mete_labirent] Wê salê beriya ku berfa payîza paşîn bikeve, ev rewşa ha ji wir, ji nava gund û şêniyan derdikeve, digêhîje nexweşxanan, digêhîje bajarên dûr û karmendên destê yekem pê dihesin. [1] Sala 1969an [2 qaso_sesev] Qereqola hidûd di sala 1958an de, di berpala başûrê girê Qesra de hatibû ava kirin. [3 qaso_sesev] Di serê gir de ji dema ku qereqol hatibû ava kirin pênc dîrekên dirêj çikandîbûn. [4 qaso_sesev] Bi van dîrekan ve daliqandî gelek mirovan can dabû. [5 qaso_sesev] Li hawêrdorên gir bi kevirên bestan, boyax û kilsê wiha hatibû nivîsîn: [6 qaso_sesev] »Tirkek bedelî cîhanê hemî ye! [7 qaso_sesev] Her tirk esker çêdibe! [8 qaso_sesev] Ev welatê me ye! [9 qaso_sesev] Welat yekperçe ye!« [10 qaso_sesev] Di rohilat û roavayî gir de dîsa ji kevirên bestan bi qasî deriyên sûr û dêrên kufarî mezin rengareng du wêneyên eskerên tirk hebûn. [11 qaso_sesev] Wêne bi haweyekî pir balkêş hatibûn çêkirin. [12 qaso_sesev] Mirov ji wan heybet digirt! [13 qaso_sesev] Serê eskeran bi mîxfer, newqên wan yekser bi rext û fîşek û bomban rapêçayîbûn. [14 qaso_sesev] Potînên wan ên bi niçik, bi qasî tabûtên zarokan dirêj û mezin bûn. [15 qaso_sesev] Mîxên kubikî ku seranser di qiraxên potînan de çikandîbûn; mîna qesnaxên cenceran xwe dabûn der. [16 qaso_sesev] Destên xwe ên çepê kiribûn kulm û danîbûn ser sênga xwe. [17 qaso_sesev] Tivingên wan ên bi qezetore di destên wan ên rastê de bûn û berê tivingan jî bi bakur ve bû. [18 qaso_sesev] Qezetore heta ku digiha lûla tivingê bi carekê ve ji boyaxê sor bûn. [19 qaso_sesev] Ji serikên qezetoran mîna ku xwîn binisile bi lez dilopên boyaxê xwe berdidan. [20 qaso_sesev] Di nav şeqên wan de kelaxekî bêserî, ji kelax hinekî dûr di bin lingê çepê de seriyekî devjihev û zimankişiyayî hebû. [21 qaso_sesev] Li jêra gewdê serjêkirî ji boyaxa sor bi tîpên mezin jî wilo nivîsîbû: [22 qaso_sesev] »Xwezî bi dilê wî ê ku dibêje ez tirk im! [23 qaso_sesev] Tirk mezin e!« [24 qaso_sesev] Gava mirov bi terempêlê ji Qosarê ber bi Nisêbînê û ji Nisêbînê ber bi Qosarê de diçû û nêzîkayî li gir dikir, gir ji esker û termê insên di çavên mirov de bi qasî çiyayekî bêper bilind dibû. [25 qaso_sesev] Ji sawa ku vî girî dida, Reşo her ku diçû Nisêbînê xwe berdida ser rêya Menderê û li vegerê dîsa di rêya vî gundî re dihat malê. [26 qaso_sesev] Gir, ji gundiyên derdor bêtir tesîra xwe li ser qesiriyan dikir. [27 qaso_sesev] Remoyê qesirî di rojên ku wê ber bi derekê de biçuya, ji gund heta ku dihat ser rêya Îpekê, da ku gir nebîne, şifqa xwe dixist nav çavên xwe, ziq li erdê dinerî û dimeşiya. [28 qaso_sesev] Dûv re jî ji ber gir mala xwe bar kir û li Zorava bi cih bû. [29 qaso_sesev] Li vê qereqolê sih û şeş esker diman. [30 qaso_sesev] Ev hejmar carina bilind jî dibû. [31 qaso_sesev] Li hewşa qereqolê seraqet cîb û cemsek û panzêrek sekinîbûn. [32 qaso_sesev] Eskeran bi van terempêlan hidûd saxtî dikirin û didan pey qaçaxçiyan. [33 qaso_sesev] Îcar di şevên ku teqîn dibû û bi qaçaxçiyan re remî dikirin, ji qereqola Kewke û Nisêbînê jî hewar bi qereqolê ve dihat, hejmara terempêl û eskeran bilind dibû. [34 qaso_sesev] Li vê qereqolê wekî din jî di hindurê heftê de bi kêmanî sê, çar caran terempêlên ku ji hêla Nisêbînê ber bi Mêrdînê û Qosarê de diçûn, saxtî dibûn. [35 qaso_sesev] Qereqolê keriyek pez xwedî dikir. [36 qaso_sesev] Li vir her roj du pez ser jê dibûn. [37 qaso_sesev] Qesabiya qereqolê jî Cimoyê zoravî dikir. [38 qaso_sesev] Besta Zorava ji aliyê rohilat ve di ber gir re dirêjî nav mayinan dibû; binya hesin derbas dikir û xwe bi nav erdê binxetiyan de berdida. [39 qaso_sesev] Best heta bi çend sal berê jî seraqet diherikî; lê di dûv re hêdî hêdî av ji ser qut bû û best ku lehî raneba, di zivistanan de jî nema herikî. [40 qaso_sesev] Di jêra gir re rêya Îpekê derbas dibû. [41 qaso_sesev] Deriyê qereqolê li rê dinerî. [42 qaso_sesev] Di qiraxa rê de pêşberî hev du kulûbên eskerî hebûn. [43 qaso_sesev] Bi tîpên mezin li ser hêtên kulûbê hatibû nivîsîn ku Tirk bahoz e! [44 qaso_sesev] Tirk birûsk e! [45 qaso_sesev] Li jêr hema bi rê ve dîrekên têlên erda mayînkirî ji hindama qereqola Kewke heta ku diçû Nisêbînê, yek di ber yekî de çikandîbûn. [46 qaso_sesev] Gundê Qesra li jêra Îpekê dima. [47 qaso_sesev] Navbera gund û qereqolê latek erd ne digirt. [48 qaso_sesev] Dêrûdorên gund bi têlên ristîn rapêçayîbûn. [49 qaso_sesev] Ji vî gundî bi tenê rêyek derdiket. [50 qaso_sesev] Rêya gund di ber deriyê qereqolê re derbasî ser Îpekê dibû. [51 qaso_sesev] Li jêra têlan mayin û li jêra mayinan jî rêya trênê bû. [52 qaso_sesev] Trên di hidûdê Binxetê re derbas dibû. [53 qaso_sesev] Li binya hidûd gelek gund hebûn. [54 qaso_sesev] Eskerên Sûriyê têkilî hidûd ne dibûn. [55 qaso_sesev] Eskerên tirk hidûd diparastin. [56 qaso_sesev] Di vî warî de selahiyeta wan bêsînor bû. [57 qaso_sesev] Heta carina xwe berdane gundên binya hesin, di van gundan de bi mebesta qaçaxê hin mirov girtine û di nava mayinan de kuştine. [58 qaso_sesev] Eskerên Sûriyê şelû ne dibûn. [59 qaso_sesev] Di sala 1967an de gava eskerên tirkan êrîşî ser qereqola Doda dikin, Hemîdê hezexî digirin û di qereqolê de dikujin, ne eskerên Sûriyê desthiltînin û ne jî dewleta wan bi xwe bersivekê dide dewleta Tirkiyê. [60 qaso_sesev] Gelek bûyerên wiha çêbûne. [61 qaso_sesev] Û eskerên Sûriyê jî tu carî li xwe ne qewimandine. [62 qaso_sesev] Zorava û Sirêçkê diketin bakurê qereqolê. [63 qaso_sesev] Besta ku ji Herbê destpê dikir, di binya Cinata re xwe berdida Hebîsê, Kurikê, Sitilîlê û di ber Atxê re dihat, di navbera van herdu gundan re derbas dibû. [64 qaso_sesev] Gund di nêzîkî hev de hatibûn ava kirin. [65 qaso_sesev] Di roavayî Sirêçkê de tibabê kîlometroyekê dûr, oda axayê sarinciyan xuya dikir; hema bi Sarincê ve Pîrebokê an jî Gundik û Kuçûka dihat. [66 qaso_sesev] Şêxderbik, Gundikê Evdirehman, Gundikê Semho, Domiza û Darê jî li roavayî Pîrebokê û Kuçûka dima. [67 qaso_sesev] Gund hemû bi ser hev ve bûn. [68 qaso_sesev] Menderê li jêra Zorava ji aliyê rohilat hinekî ber bi başûr de dima û bi qasî beza yextiyarekî nêzîkî hev bûn. [69 qaso_sesev] Çûva tam di rohilatî Menderê de ava bûbû. [70 qaso_sesev] Herdu gund jî hema hema bi hev ve bûn. [71 qaso_sesev] Şivanekî temam, bi kevirê koçanîkê xwe ji Menderê dikarîbû çûvayiyek birîn bikira. [72 qaso_sesev] Dêrê, Dala, Cibiltînê, Bamidê, Xirbê Hinarê, Xirbê Zil û Eferê diketin rohilatî Zorava. [73 qaso_sesev] Di nav van gundan de gundên ji hidûd herî dûr Xirbê Hinarê, Şahbanê, Xirbê Zil û Eferê bû. [74 qaso_sesev] Pênc, şeş kîlometroyan ji hidûd dûr bûn. [75 qaso_sesev] Zivingê, Atxê, Qûzo û Gurik li rajorî Zorava di çiyê de diman. [76 qaso_sesev] Gundê ku ji hidûd hinekî dûr diket Gurik bû. [77 qaso_sesev] Ew jî qey hemû heft, heyşt kîlometro digirtin. [78 qaso_sesev] Bi tevayî xelkê van gundan hemû jî xal û xwarzê, ap û birazî, dotmam û pismamên hev bûn. [79 qaso_sesev] Ên mayîn jî pisêpismaman bûn. [80 qaso_sesev] Bi giştî ji hev dizewicîn. [81 qaso_sesev] Dotmam a pismêm bû. [82 qaso_sesev] Bira dimir, jinbir bi birayê din dima. [83 qaso_sesev] Zilamekî dikarîbû bi deh, duwanzdeh pîrekan re bizewiciya. [84 qaso_sesev] Lêbelê herçi pîrek bû, tu carî nikarîbû bi du zilaman re bizewiciya. [85 qaso_sesev] Zilamê ku zewaca xwe nuh dikir, cotek qundere û bedlek jê re dihat kirîn. [86 qaso_sesev] Û pîreka ku li ser zewaca bi du zilaman re hema piçikekî bifikiriya, demaçe di serî de vala dibû. [87 qaso_sesev] Çimkî li gor wan a ku zilêm dikir exlaqî û a pîrekê jî bêexlaqî dibû. [88 qaso_sesev] Di civatê de navê zilamê ku li dor pîrekê digeriya bi tolazî û ê pîreka ku li dor zilêm digeriya jî bi qûnekî derdiket. [89 qaso_sesev] Herdu jî sûc bû. [90 qaso_sesev] Lêbelê zilam bi çend qurûş pere cirm dibû û pîrek jî dihat kuştin. [91 qaso_sesev] Zilêm di civatê de dikarîbû bi haweyekî serbest behsa çûna xwe a kerxanê bikira, lê pîreka ku di ber deriyê kerxanê re derbas bûba, di devê wê de demaçe vala dibû. [92 qaso_sesev] Dema lawik çêdibû dawet li dar diket; ku keçik çêdibû şîn û girîbû. [93 qaso_sesev] Li vê herêmê mirovên xwedî du, sê û çar jin gelek û ên xwedî yanzdeh û duwanzdeh jin jî kêm kêm hebûn. [94 qaso_sesev] Civatê ji ber ku li dinyayê nêr temaşe dikir, diruvê pîrekê bi hertiştî dixist û bi lebatekî wê bi nav dikir. [95 qaso_sesev] Civak nêr û dînê civakê nêr bû. [96 qaso_sesev] Heta li ba wan navê Xwedê jî nêr bû. [97 qaso_sesev] Lêbelê ev jî hebû: [98 qaso_sesev] Di nav xelkê omeriyan û bi giştî jî di nav bûblaniyan de pîreka ku bi ser pêncî diket, wek her zilamî dikarîbû di civatê de rûnişta. [99 qaso_sesev] Li gor terbiya islamê, pîrekê tu carî nikarîbû di nav koma zilaman de cih bigirta û wek zilaman bipeyiviya. [100 qaso_sesev] Mihemed û xelîfên wî ev yeka ha li ser navê Xwedê lê qedexe kiribû. [101 qaso_sesev] Lêbelê sitilîlî û bûblaniyan jî ev zilma islamê tu carî qebûl ne kirin û bi pîrekê re rûniştin. [102 qaso_sesev] Heta li Zivingê di sala 1955an de Fesla Enter kiribûn muxtarê gund û li gundê Gurik jî Emîna Ehmê bûbû mela gund. [103 qaso_sesev] Ji %90ê stilîlî û bûblaniyan tu carî tam misilman ne bûne. [104 qaso_sesev] Ya jî mirov bibêje ku wan li gor xwe misilmaniyek saz kiribû, belkî bêtir di cih de be. [105 qaso_sesev] Mizgeft çêdikirin mele ne dianîn gund. [106 qaso_sesev] Mele bianîna, mizgeft çênedikirin. [107 qaso_sesev] Merş û alavên di mizgeftan de didizîn. [108 qaso_sesev] Diçûn hecê nîv-sofî, ji hecê vedigeriyan limêj ne dikirin. [109 qaso_sesev] Bi Xwedê û pêxember re li ser sicadê dikufirîn. [110 qaso_sesev] Û dûv re jî limêja xwe dikirin. [111 qaso_sesev] Şêx dianîn gund, tobe ne dikirin. [112 qaso_sesev] Rojî digirtin, limêja eydê ne dikirin. [113 qaso_sesev] Hinan jî rojî ne digirtin û limêja eydê dikirin. [114 qaso_sesev] Hinan di meha rojiyê de bi sibehkî re perde didan ber pacan, hindur reş dikirin, têr dixwarin û niyeta xwe li rojiyê dianîn. [115 qaso_sesev] Sofiyên wan ên herî dîndar jî di hindurê mizgeftê de bi jinên xwe re radizan. [116 qaso_sesev] Li ba wan sofitî remza minafiqiyê bû. [117 qaso_sesev] Hin ji wan gava ku bi cenabet dibûn, xwe di hewşa mizgeftê de li ser nahşê miriyan helal dikirin. [118 qaso_sesev] Pirên wan gava diçûn omeriyan destlimêj ne digirtin û limêj dikirin. [119 qaso_sesev] Dema ku limêj dikirin jî »Bismillahirrahmanirrehîm« digotin û »Eûzûbîllahîmînelşeytanirrecîm« ne digotin. [120 qaso_sesev] Sûnda wan ji Quranê bêtir bi Mishefa Reş bû. [121 qaso_sesev] Agir pir miqedes didîtin. [122 qaso_sesev] Di rojên înan de li hin gundên omeriyan hêk û mirîşk ji gundiyan distendin û beşdarî xutbên wan dibûn. [123 qaso_sesev] Sibehan pere diavêtin kozika ziyaretê û êvaran jî perê xwe dianîn. [124 qaso_sesev] Henekên xwe bi ziyaretê dikirin. [125 qaso_sesev] Ji aliyekî de miriyên xwe gor dikirin û ji aliyekî de jî bi wan re him dikeniyan û him jî sohbet dikirin. [126 qaso_sesev] Di civatê de devjenga li ser islamê serbest bû. [127 qaso_sesev] Islam li ba wan pir bêqîmet bû. [128 qaso_sesev] Herkes bi melan re dikarîbû li ser qencî û xerabiya islamê û xwedayê wê bi rehetî bipeyiviya. [129 qaso_sesev] Li gor islamê zekat li mitirbên kurd ne diçû, ew jî ji bo ku muzîk, govend û dîlana kurdî li ser ligan dihiştin. [130 qaso_sesev] Lêbelê xelkê herêmê jî ji feqe û melan bêtir zekata xwe dida mitirban. [131 qaso_sesev] Bûblanî ji êzîdiyên derdora Wêranşahirê û Dêrika çiyayê Mazî bûn. [132 qaso_sesev] Pêşiyên wan, li gor ihtîmala herî mezin, çûvî bûn. [133 qaso_sesev] Çûvî eşîreke mezin bû. [134 qaso_sesev] Eşîrê ji Qerejdaxê heta ku digiha wêranşehirê, Dêrikê û hidûdê Sêwregê cih girtibû. [135 qaso_sesev] Eşîr bi carekê ve êzîdî bû. [136 qaso_sesev] Dûv re çend bavik jê dibin fileh û bi dû filehtiyê de jî hema hema hemû dibin misilman. [137 qaso_sesev] Li dor sê sed salî çêbûbû ku bûblanî hatibûn derdora Nisêbînê. [138 qaso_sesev] Li vir dibin du beş, beşek di bin pozê omeriyan de bi darê zorê cih digire û beşê din jî ber bi çiyayê Şingalê de diçe. [139 qaso_sesev] Li gor tefsîra axê bûblaniyan omerî û eşîrên herêmê ji wan re « Bûn-bela« dibêjin û ev nav di herka zemên de dibe Bûblanî. [140 qaso_sesev] Heta pêncî sal berê jî têkiliyên axê bûblaniyan û êzîdiyên Şingalê bi hev re hebûn. [141 qaso_sesev] Ji hev re digotin, »Pismam.« Pisê pismamên Sarê jî di nav wan êzîdiyên Şingalê de hebûn. [142 qaso_sesev] Lêbelê têkiliyên wan û êzîdî, fileh û misilmanên çûvî ji hev qut bûbûn. [143 qaso_sesev] Taybetmendiyek din a sitilî û bûnlaniyan pir henekçî û ewqasî jî xeberokî bûn. [144 qaso_sesev] Û xeberên wan jî wek şekir şêrîn bûn. [145 qaso_sesev] Di vî warî de hin ji wan pir li pêş bûn. [146 qaso_sesev] Ewqasî xweş digotin, pîrekên pîr û zilaman ew bertîl dikirin ku bi wan re hema siqêfek kiribana. [147 qaso_sesev] Wek li temamê gundên herêmê, li Zorava jî berberî hebû. [148 qaso_sesev] Ji gundên din bi tenê belkî ferqa zoraviyan ew bû ku berberî bi haweyê du bendan digeriya. [149 qaso_sesev] Çimkî bi giştî di her gundî de sêbendî, çarbendî û pêncbendî hebû. [150 qaso_sesev] Û hemiyan jî bi hev re xirecir û şer dikirin. [151 qaso_sesev] Pizûrî hemû li taxa jorê diman. [152 qaso_sesev] Gund sê tax bû. [153 qaso_sesev] Rêyên kolanan ji ser hev qut kiribûn. [154 qaso_sesev] Ne ji jorê kesek dikarîbû daketa jêr û ne jî ji jêrê kesek hilkişiya jor. [155 qaso_sesev] Mercên ku Circîs û Heso danîbûn pirole dijwar bûn. [156 qaso_sesev] Li vî gundî têkilî û hevkarî qedexe bû. [157 qaso_sesev] Pîrekên terefan nikarîbûn digel hev biaxiviyana; qedexe bû ku zarokan pev re bilîstana. [158 qaso_sesev] Her hêlekê çend tenûrên xwe hebûn. [159 qaso_sesev] Du gavan û sê şivan di gund de hebûn. [160 qaso_sesev] Heta bi ava ku ji Sitilîlê diherikî birka gund, li hev hatibû parkirin. [161 qaso_sesev] Birka avê ji danê sibehê heta ku seet dibû duduyê rojê di mista benda pizûran û seet ji duduyan heta sibehê jî di mista benda hûran de bû. [162 qaso_sesev] Gol û sarinca gund ew jî bi dorê dihate bikaranîn. [163 qaso_sesev] Pez bi dor dianîn ser avê. [164 qaso_sesev] Bi dor diçûn cilşo yê. [165 qaso_sesev] Tahta birxulan havînan herhefte wê dest biguherta bûba malê bendekê. [166 qaso_sesev] Her hêlekê du cot destarên xwe hebûn. [167 qaso_sesev] Berî ku terempêl têkeve gund, heta bi aş û darteraşên Sitilîlê li hev pişk kiribûn. [168 qaso_sesev] Yanî benda ku dan û sitendina wê bi kîjan aşî û darteraşî re bûbûya, benda din têkiliyên xwe ji wan dibirî. [169 qaso_sesev] Elba gund bi tevayî bi kar ne dianîn. [170 qaso_sesev] Herdu bendan jî elbek xwe hebû. [171 qaso_sesev] Di vî gundî de yekaheng, tu tişt tune bû. [172 qaso_sesev] Dema elba genim li taxa jor bi bîst û heft wereqeyan bihata firotin, taxa jêr wê ev sêr têk bibira, elba genim daxista bîst û şeş wereqeyan. [173 qaso_sesev] Çiyayiyan ji vê qayişê fêde dikir û qerfên xwe bi berîvaniyan dikirin. [174 qaso_sesev] Lêbelê berîvaniyan jî ji qayişa nav wan fêda xwe didît û henek û laqirdiyên xwe bi wan dikirin. [175 qaso_sesev] Mewîj, dims, bastêq û êzing erzan dikirîn. [176 qaso_sesev] Heso CHPî û Circîs jî APî bû. [177 qaso_sesev] Li ser van herdu partiyan jî di rojên hilbijartinan de çend carekî şer kiribûn. [178 qaso_sesev] Heso paşnavê xwe û malbatê kiribû »Kaplan«, Circîs jî ê xwe û malbatê kiribû »Aslan.« Tiştekî wan ne dişibiya hev. [179 qaso_sesev] Bacanfiroşên Newalê ji ber ku bi rewşa gund dizanîbûn, bi çar cembiyan ve zozo dihatin gund: Yekî barê xwe li taxa pizûran, yekî jî li taxa hûran datanî. [180 qaso_sesev] Bacan û tirîfiroşên Newalê mîna kose û berkosan li xelkê gund dikirin. [181 qaso_sesev] Dema koseyekî ji taxa jorîn bang dikir û digot, »Ha werin bacana ser bi ser!« Kosê din li taxa jêr bang dikir, »Ha werin bacana, du ser genim bi serek bacan!« Îcar kosê ku li taxa jor bû wê dev biguherta, sêra berê betal bikira û wî jî dikir du ser genim. [182 qaso_sesev] Kose û berkosan carina bayê sêrê pir radikirin. [183 qaso_sesev] Li vî gundê serpiçûk, gelek caran serek bacan bi çar ser genim firotine. [184 qaso_sesev] Terbiya Circîs û Heso rê dida hemû babetên şelihandinê. [185 qaso_sesev] Xwe mecbûr didîtin. [186 qaso_sesev] Gava li gor sêra kosan bi kosan re nemeşiyana, bêguman kose wê li taxekê biciviyana. [187 qaso_sesev] Lêbelê kêmanî dihat ser taxa din. [188 qaso_sesev] Nemaze ev kiryara ha jî, wê di nav benda din de, destûra peyrewî çikûs û qelsok bihata dîtin. [189 qaso_sesev] Bi kurtî, li vî gundî hertişt di rengê belayê û xerabiyê de ava bûbû. [190 qaso_sesev] Heso û Circîs bûrayên hev bûn. [191 qaso_sesev] Pêşdestiya malbata pizûran di destê Heso û a hûran jî di destê Circîs de bû. [192 qaso_sesev] Gotinên van herdu mirovan di nav malbatê de wek ên pêxemberan bûn. [193 qaso_sesev] Malbat ji gotinên wan dernediketin. [194 qaso_sesev] Tarîxa dijminatiya malbatan ji kevin de dihat. [195 qaso_sesev] Kalikkalikên Circîs û Heso pisên pismaman bûn. [196 qaso_sesev] Li gor ku digotin, ev mirov rojekê bi siwarî digel hev diçin nêçîra xezalan. [197 qaso_sesev] Li hindama Amûdê di nav qendirxan de xezalekê dikujin. [198 qaso_sesev] Laş tînin malê û li hev pişk dikin. [199 qaso_sesev] Hûr û pizûr li aliyekî goşt û serûpê li aliyekî goşt datînin. [200 qaso_sesev] Hûr û pizûr pişka Xido dikeve. [201 qaso_sesev] Kido li gotina xwe diqulipe vê yekê qebûl nake û dibêje, »Hûr ji min re pizûr ji te re« Xido bi xwe ne xweş tîne. [202 qaso_sesev] Gotin gotinê dikişîne, radibin hev. [203 qaso_sesev] Xido Kido dikuje û dijminayî dest pê dike. [204 qaso_sesev] Xelkê herêmê ji bavikê Xido re »Pizûran« û ji bavikê Kido re jî »Hûran« dibêjin. [205 qaso_sesev] Li herêmê gelek navên wilo hebûn. [206 qaso_sesev] Navên wek »Mala Kezebo, Mala Serûpêyan, Mala Çermo, Mala Simo, Mala Teneko, Mala Qerase, Mala Zirzopan, Mala Şotiran, Mala Hotiran, Mala Dimso, Mala Mewîjo, Mala Meyiro, Mala Masto, Mala Terîşo« bi giştî li nav omerî û toriyan civiyabûn. [207 qaso_sesev] Bi kuştina Kido re, kuştin ji kuştinê vedikeve heta ku digihê bavê Heso Rûto û bavê Circîs Şûto. [208 qaso_sesev] Rûto û Şûto bi armanca ku neyariyê ji nav xwe rakin, qîzên xwe berdêlî dabûn hev. [209 qaso_sesev] Xweha Heso Perîxanê jina Circîs û xweha Circîs Sarê jî jina Heso bû. [210 qaso_sesev] Lê mixabin wê ev dostaniya wan dom neke û li ser çima ku mirîşk û elok ketine ziyanan, Şûto Rûto bikuje. [211 qaso_sesev] Bi kuştina Rûto re sereketî derbasî Heso û Circîs dibe. [212 qaso_sesev] Van herdu malbatan ji dewra kalikkalikan heta dewra Heso û Circîs bêwestan bi hev re berberî kirine. [213 qaso_sesev] Di vê berberiyê de bîst û heft mêr birîndar dibin û nozdeh mêr jî tên kuştin. [214 qaso_sesev] Ji bîst û heft kesên ku birîndar bûbûn, sêzdeh jê ji ling, zend û piştê seqet dibin û neh jê jî, ji derba ku ji serî xwaribûn tirodînî dibin. [215 qaso_sesev] Şeveke reş û pir tarî ye! [216 qaso_sesev] Ji reşaya şevê, çav tiliyên destan ji hev nafesilînin. [217 qaso_sesev] Hawêrdor ba û bahoz dixurbile. [218 qaso_sesev] Rewşa şevê ji êvar de xuya kiribû. [219 qaso_sesev] Bi êvarkî re teyr û tilûr li şêniyan vehewiyabûn; di kulek, derî û taqan re xwe avêtibûn hinduran. [220 qaso_sesev] Çilapekên baranê rû çipîsk dikin. [221 qaso_sesev] Dar û devî dihejhijin. [222 qaso_sesev] Tayik tewiyane, şaxên tayikan taht û latan dimalin. [223 qaso_sesev] Ewrên weke qîrê reş di ser hev re dikelin, perên ewran xwe berdane ser kavilên gundê Zorava û her der di nava reşayê de xerq kiriye. [224 qaso_sesev] Ji qir û seqemê, guve guva bayê reş û bapêşkên ku li borangehan dixînin, kevokan xwe bi ser hev de qurnisandine. [225 qaso_sesev] Gur paşpûk bûne û di ber pêlên bagerê de disûrikin. [226 qaso_sesev] Hirç, keftar û çeqelan di qorzîbirên kunan de xwe qoçandine. [227 qaso_sesev] Kûçikan gasîn û kolanên gund ji guran re berdane û xwe avêtine taldên tenûr, tifik, pang û hefşoyan; serê xwe xistine nav lingên xwe, dinya biqîre jî ew taqet nakin ku ji cihê xwe rabin. [228 qaso_sesev] Dizên herî bi nav û deng di vê şeva reş û tarî de nikarin sewêl ji hewş û axuran bidizin. [229 qaso_sesev] Di bejayê de, ne çirûskek xuya dike û ne jî pêjina rihberekî tê. [230 qaso_sesev] Ezman bêwestan pêdikeve û vedimire. [231 qaso_sesev] Li jêr mîna ku hertişt sekiniye û li jor jî hertişt heralî di hereketê de ye. [232 qaso_sesev] Ezman erdê dilerizîne. [233 qaso_sesev] Tu dibêjî qey du ordî bi balafiran li hev didin, gire gir bi ezmên ketiye û agir bi ser dinyayê de dirije. [234 qaso_sesev] Dinya bi temamî teslîmî ezmên bûye. [235 qaso_sesev] Heso hîn ji êvar de dilerizî, ketibû tayê. [236 qaso_sesev] Bûka wî Meyro li ber sobê doşeka herî qalind jê re raxistibû û du lihêfên hirî bi ser dakiribûn. [237 qaso_sesev] Meyro pir hej xesû û xezûrê xwe dikir. [238 qaso_sesev] Qedir û qîmet dida wan. [239 qaso_sesev] »Lawê min Temo, ma te pez êm kir ku tu xwe wilo di nav livînan de vediparimînî?« [240 qaso_sesev] »Erê yabo.« [241 qaso_sesev] Heso destê xwe yê rastê ji ser nava xwe hilanî xist bin serê xwe û bi destê xwe yê din jî, bi guhikekî lihêfê girt. [242 qaso_sesev] Bi herdu lingan hêdî hêdî lihêf ji ser ruyê xwe avêt û kabok ber bi xwe de kişandin. [243 qaso_sesev] Pêşî çav kutkutandin û serê bêvila xwe xwirand. [244 qaso_sesev] Dûv re dest bi hev firkandin, tilî hemû sipartin hev; kirin wek aqida qesiran û herdu tiliyên girdikê heta bi movikan ajotin qulên bêvilê. [245 qaso_sesev] »Lawê min Temo, ma te dewar jî êm kirin?« [246 qaso_sesev] Temo bi tena serê xwe dîwarê êxur lêkiribû. [247 qaso_sesev] Pir westiyabû. [248 qaso_sesev] Baranê ji hêla bakur de li ser du maxan dîwar hilweşandibû. [249 qaso_sesev] Ne dixwest kesek pê re bipeyive, da ku deqîqeyekê berî deqîqeyekê rakeve. [250 qaso_sesev] Temo xwe ji ser kêlekê qulipand ser piştê, ziq li bin zikê xênî nerî, xwêziya xwe daqurtand û piştî ku bi dengekî hêdî got: [251 qaso_sesev] »Erê yabo, min dewar jî êm kirin«, bi hêrs serê xwe xist bin lihêfê. [252 qaso_sesev] Heso li qûn rûnişt, pelxemek di tifika ber sobê de werkir û berê xwe dayê: [253 qaso_sesev] »Lawê min, ma te çawa kir ji wê bergîlê?« [254 qaso_sesev] »Yabo ez xulamê te bim, de bihêle ez hinekî ji xwe re rakevim, hê! [255 qaso_sesev] Min alifê bergîlê jî tije ceh û ka kir. [256 qaso_sesev] Min pez yek bi yek hejmart; tam çil bizin û pêncî û neh mîh, du nêrî û sê beran niha li êxur di ser êm de ne. [257 qaso_sesev] Fehmîko kerî tebût gihandiye malê. [258 qaso_sesev] Guran tu pez ne kuştiye. [259 qaso_sesev] Min dewar bi êm kirin. [260 qaso_sesev] Min pênc rêsî ji hev feşkilandin û danîn ber keran. [261 qaso_sesev] Min xwarina kûçik jî dayê. [262 qaso_sesev] Ma ne bi Quran ez ji te re çi bibêjim tu ê hey dîsa here yek bi yek wan heywanan saxtî bikî. [263 qaso_sesev] De îcar ez qurban bihêle ez ji xwe re rakevim.« [264 qaso_sesev] Heso gebirê ku li serê xwe gerandibû bi hêrs avêt nav şekalan, kulmek dawişand doşekê, rimekê çeng bû û qêriya: [265 qaso_sesev] »Lawê kûçik gotinên min bi xwe ne xweş tîne, hi!« û li ser çarlepikan ber bi derî de meşiya. [266 qaso_sesev] Bêî ku fitîla lempa hûrkirî hilde, li reşayê destê xwe li şekalan pelikand. [267 qaso_sesev] Çep û rast du şekal bi serê lingan ve danîn, bi herdu destan qeweta kelaxê xwe hemû berda ser kabokan, »Ya xwedayê ezîm« got û hilda xwe. [268 qaso_sesev] Şerwal jê herikî. [269 qaso_sesev] Heso mîna ku qebheteke mezin kiribe di cih de çong berdan erdê, xwe wek teyrikekî melisand û xwe bi ser hev de guvaşt. [270 qaso_sesev] Serê xwe wek ê dizan bi dizî bilind kir, li hindama ristila genim ku kuflet lê radiket, kûr nerî û hûr xurbiland. [271 qaso_sesev] Wek jojiyê ku carina wî digirt û dixist nav teşta avê û jojî bi ketina nav vê avê re wilo yekser xwe ji nişkê ve vedikir, şerwal heta ku li ser çiçikan sekinî kişand xwe û doxîn hişk zeft kir. [272 qaso_sesev] Piştî ku doxîn bi sê girêkên kwîr girêda, hîn nuh bêhna wî hat ber wî. [273 qaso_sesev] Lingên xwe radan, şeqên xwe ji hev vekirin û bi serê lêvan got, »Ya rebî tu xefûr û rehman î, kufletê min ez di vê rewşa xerab de ne dîtim...« [274 qaso_sesev] Heso selewat ne qedandibûn Meyro ji dera ha bang kir: [275 qaso_sesev] »Apo deng ji te nayê, ma çi bi te hat?« [276 qaso_sesev] »Weh, keçê Meyro, tu hîn ranezayî qey!« [277 qaso_sesev] »Na apo.» [278 qaso_sesev] Heso piştî ku ji Meyro re bi dengekî hêdî got, »Razê qîza min razê, êz ê niha herim êxur û bêm«, rabû ser xwe meşiya û xûz li ber derî sekinî. [279 qaso_sesev] Hindur ji xwe reş bû; reşaya hindur û derve jî bi carekê ve xwe berdabû ser hindama derî. [280 qaso_sesev] Mîna ku şîfika derî didît, devdevkî pala xwe da derî şîfik kişand û bêmefer xwe avêt derve. [281 qaso_sesev] Pala xwe da dîwêr û li hindama qereqola hidûd temaşe kir. [282 qaso_sesev] Di ezmên de guhertineke ber bi çav çênebûbû. [283 qaso_sesev] Her der mîna teniyê reş bû. [284 qaso_sesev] Bahozê ji ser sêncan hej diqulipandin hewşan; reqe reqa camên şibakan bû. [285 qaso_sesev] Heso ji şevê xof girt û bi lez hat hindur. [286 qaso_sesev] »Meyro Meyro qîza min, ma ne îro sept bû, Reşo ji mektebê hatiye gelo?» [287 qaso_sesev] »Na, Seydo hatiye.« [288 qaso_sesev] »Wey mala Xwedê ava ku ne hatiye! [289 qaso_sesev] Lêbelê Seydo çima birayê xwe bi tenê dihêle û tê malê? [290 qaso_sesev] Sed beleyên dinyayê hene. [291 qaso_sesev] Bitenêbûn ne baş e.« [292 qaso_sesev] »Apo hewce nake ku ez ji te re bibêjim, tu dizanî bê exlaqê Reşo çawa yî. [293 qaso_sesev] Emirqesifiyo dîsa çûye sînemê.« [294 qaso_sesev] »Bila Seydo jî biçuya sînemê« got û menqela êgir ber bi doşeka xwe de kişand. [295 qaso_sesev] Çarmêrkî rûnişt. [296 qaso_sesev] Destê xwe dirêjî bin qiraxa doşekê kir. [297 qaso_sesev] Li qutiya tûtinê digeriya. [298 qaso_sesev] Xofê dilê wî diguvaşt. [299 qaso_sesev] Ricfê ew bi carekê ve zeft kiribû, mîna bajenê dilerizî. [300 qaso_sesev] »Belkî bi kişandina çixarekê ez hinekî bi ser xwe ve bêm û bikaribim aqilane bifikirim«, di nav lêvan re wişe dipengizîn. [301 qaso_sesev] Qutiya çixaran bi herdu destan hişk zeft kir û herdu kêlekên qutiyê ber bi hev de dewisandin. [302 qaso_sesev] Qutî venebû. [303 qaso_sesev] Bi serê nenûkan hilqerast, qutî vebû û bi lez destê xwe li çixara herî qalind gerand. [304 qaso_sesev] Rahişt çixarekê û xwe bi ser menqelê de tewand. [305 qaso_sesev] Lihêf bi ser pişta xwe dakir, bi guhikekî lihêfê girt, hilmek dirêj li çixarê da û bi dengekî kelûgirî got: [306 qaso_sesev] »Pir baş ket, pir pir baş e ku ev lawik îro ne hatiye malê!..« [307 qaso_sesev] Meyro: [308 qaso_sesev] »Apo Xwedê xêr bike, îşev çi hewala te ye? [309 qaso_sesev] Mirov ji gotinên te ditirse.« »Ez îşev tiştekî ecêb ditirsim! [310 qaso_sesev] Dinya reş xeriqiye Meyro! [311 qaso_sesev] Kûçik dizûrin! [312 qaso_sesev] Bêhna mirinê ji Zorava tê. [313 qaso_sesev] Di şevên wilo tarî û bahozî de, her tim ya guran xwe dadane hewşan pez kuştine û ya jî qaçaxçiyan li hidûd xistine. [314 qaso_sesev] Dibe ku îşev zelzele jî rabe. [315 qaso_sesev] Lêbelê tirsa min ne ji guran, ne jî ji zelzela ku wê Xwedê rake; ez ji qaçaxçiyan ditirsim. [316 qaso_sesev] Îşev tam şeva ku mirov li hidûd xîne. [317 qaso_sesev] Hîn birînên me ji lêdana eskeran qalik ne girtine, ava serê Hemoyê bamidî zuha ne bûye û wê ev teres dîsa bigirin ser gund. [318 qaso_sesev] Mala Xwedê ava ku ev lawik ne hatiye malê. [319 qaso_sesev] Reşo ji eskeran danaxwe; dikare li himber wan bê û ew jî mîna ku Hemo ji qomandarê hidûd re gotibû, ‘we em bi lêdanê kuştin bes e!’ tivingê di serê ê me de vala bikin!« [320 qaso_sesev] Meyro piştî ku keserek veda, axivî: [321 qaso_sesev] »Bêhna xwe fireh bike apo, xwe ewqasî netirsîne. [322 qaso_sesev] Erê Hemo bi jin û zarok û zilam bû, lê Reşo jî hîn naşiyekî hivdeh salî ye. [323 qaso_sesev] Ma wê çawa wî bikujin!« [324 qaso_sesev] »Êh aqilê wê. [325 qaso_sesev] Ma lawê Ûsivê qesirî Ekrem ne zarok bû ku demaçe li ser kirin! [326 qaso_sesev] Lawik çardeh, panzndeh salî bû û bêsûc û sebeb kuştin. [327 qaso_sesev] Çima ku qomandarê qereqolê li ser rêya Çûva li hespê xwe ê hesinî siwar ne kiriye. [328 qaso_sesev] Li Gundikê Evdirehman çar, pênc sal berê, bi bafîka ku kûçikê Biro esker didire, esker jî heyfa xwe bi kuştina Tajdînê lawê wî hiltînin. [329 qaso_sesev] Lawik panzndeh salî bû. [330 qaso_sesev] Niha ku ê esker har bûbaya, kuştina lêwik dîsa jî xem ne dikir. [331 qaso_sesev] Kûçik devê xwe avêtibû şerwalê wî ewqas. [332 qaso_sesev] Segbavan qismê nêr, piçûk - mezin hemiyan ketûber didin ber hev!« [333 qaso_sesev] »Tişt nabe apo tişt nabe. [334 qaso_sesev] Înşelleh wê tu qaçaxçî îşev li hidûd nexînin. [335 qaso_sesev] Xwe pal bide tiştê Xwedê kiriye betal nabe.« [336 qaso_sesev] »Rast e, tiştê ku xwedayê mezin bibêje wê bibe. [337 qaso_sesev] Lêbelê wilehilezîm destê min di nava min de ye. [338 qaso_sesev] Hewalek dikare biqewime. [339 qaso_sesev] Di her şevên wilo de her tim beleyek li me qewimiye. [340 qaso_sesev] Min dîtiye, bi serê min hatiye ez dizanim. [341 qaso_sesev] Wilo li vî kalî menere ez ji serî heta binî tecrûbe me. [342 qaso_sesev] Qaçaxçî çawa mêr in, ez wan xweş nas dikim. [343 qaso_sesev] Bi giştî di şevên zivistanê de bêî ku bertîlê bidin qomandar û eskeran, bi qeweta devê tivingê li hidûd xistine xelas bûne û dûv re jî qûncilikan êrîş anîne ser me belengazan. [344 qaso_sesev] Keçê ma ne tu jî van tiştên ku ez dibêjim, dizanî? [345 qaso_sesev] Her roj li ber çavên te dibin. [346 qaso_sesev] Subhanelah qey bira ez xurifî me bavo. [347 qaso_sesev] Min xew li te herimand Meyro. [348 qaso_sesev] Tu kebaniya malê yî, karê te pir e û tu ê sibehê zû rabî. [349 qaso_sesev] Razê qîza min razê, li min guhdar meke.« [350 qaso_sesev] Meyro piştî ku got »Apo taswasê ji xwe re çeneke, înşeleh wê qaçaxçî li hidûd nexînîn. [351 qaso_sesev] De Xwedê rehetiyê bide te«, xwe li Temo pêça. [352 qaso_sesev] Heso lihêf bi carekê ve ji ser xwe avêt. [353 qaso_sesev] Berê xwe da başûr û herdu destên xwe ber bi hidûd de dirêj kirin: [354 qaso_sesev] »Ji wê roja ku van bêbavên romiyan ev mayîn danîne û heta roja îro, bi bafîka qaçaxçitiyê ezabên giran dane me, temamê gundên ser keviya mayinan û xelkê mentîqê. [355 qaso_sesev] Gava ku Dawidê Osmên hat kuştin tu wî çaxî di pêçekê de bû, qîza min. [356 qaso_sesev] Û ez jî xortekî di benga xwe de lihevhatî, pir bi difr û paye bûm. [357 qaso_sesev] Şeveke havînê bû. [358 qaso_sesev] Em li ser bên radiketin. [359 qaso_sesev] Xweş tê bîra min. [360 qaso_sesev] Tê bîra Sarê jî. [361 qaso_sesev] Xanim wî çaxî bûk bû. [362 qaso_sesev] Malikviritiyê hîn ji wan deman de wilo bi ecêb radizê. [363 qaso_sesev] Di bûkaniya wê de min ev xewa wê ne dikir tiştek. [364 qaso_sesev] Bi ketina ku em diketin nav livînan, ecêb nedîno ev jinik hema pê re di xew re diçû. [365 qaso_sesev] Min digot qey aşiqî min bûye, dilê wê xwe li ber eşqa min nagire, dil bêhiş dikeve ji ber vê yekê zû di xew re diçe. [366 qaso_sesev] Lêbelê di dûv re min fêm kir ku jinik xerabe ye. [367 qaso_sesev] Tu têkiliya xewa wê û eşqê bi hev re tune ye. [368 qaso_sesev] Ji maka xwe de ev mal e. [369 qaso_sesev] Niha mirov top û tematêkan jî li ber serê wê biteqîne, bi Xaliq wê dîsa jî şiyar nebe! [370 qaso_sesev] Qîza min Meyro, ez li ku derê mabûm, min çi digot? [371 qaso_sesev] Ma tu li min guhdar dikî?« [372 qaso_sesev] Heso di vê navê re çixare ji çixarê pêdixist. [373 qaso_sesev] Ji kûraya dil û kezebê keser vedidan. [374 qaso_sesev] Bêwestan hilm li ser hilmê dikişand û di nav gotinên xwe re yekliban ditewirand. [375 qaso_sesev] Mîna ku nava rojê ye hertişt jê diyar e, dîsa eskeran girtine ser gund, piçûk û mezin hemû derxistine ser bênderan, zilam şilfîtazî kirine û bi dar, qûndaxê çapiliyan û qezetoran belişîne ser wan, bi haweyekî wilo behetî di kulekê re ziq li jêra gund temaşe dikir. [376 qaso_sesev] Derdorên hindur mîna ku şemedankirî be û xanî yekser bi qîrê hatibe seyandin, hîç hewê nastîne ku wilo genî bûbû. [377 qaso_sesev] Ji dixana çixara wî wexmeke agirê serkulan dida pozê mirov. [378 qaso_sesev] Zarokan lihêf ji ser xwe avêtibûn. [379 qaso_sesev] Temo di nav xwêhdanê de mabû. [380 qaso_sesev] Sarê di nav livînan de herwiha xwe bi ser kêlekan de diqulipand û bêvila xwe dixurand. [381 qaso_sesev] Nêrgiz di himbêza Meyro de digiriya. [382 qaso_sesev] Meyro şîr didayê, lê dîsa jî her ji kêlîkekê qîr didan. [383 qaso_sesev] »Apo, te çêlî kuştina Dawidê Osmên dikir.« [384 qaso_sesev] »Hey rehmet li dê û bavê te be, erê qîzê min çêlî wî dikir. [385 qaso_sesev] Heyvreş bû. [386 qaso_sesev] Seet li dor yekê şevê bû; û hema me dît ji nişkê ve li texma hidûd bû qîr û qiyamet! [387 qaso_sesev] Mîna ku tu çewalek xwê biavêje tenûrê, wilo fîşek teqiyan û dormedor ji hewa de gule bi ser me de bariyan. [388 qaso_sesev] Xelkê zarokên xwe ji ser xaniyan revandin hinduran. [389 qaso_sesev] Lêbelê ez ji ser xênî ne hatim xwar. [390 qaso_sesev] Qaçaxçiyan nav di xwe didan. [391 qaso_sesev] Dengê navtêdanên wan mûyê laşê min bi carekê ve kiribûn mîna perên sîxuran. [392 qaso_sesev] Dengê yekî ji wan mîna kewê ribat li ên hemiyan ferq dikir û digot, ‘îşev şeva me kurmancan û eskerê tirko ye, lêxin! [393 qaso_sesev] Lê lawo, heta ji we bê tivingên xwe ber bi hewa de berdin. [394 qaso_sesev] Wan nekujin ku ew jî van gundên dor xetê neşewitînin...’ Di wan kêlîkan de wilo diket serê min ku hema ez jî rahijim tivingê û xwe berdim nav hofka şer, da çend eskerên qûncilik bikujim. [395 qaso_sesev] Hingî ku dabû dilê min. [396 qaso_sesev] Hîn jî wilo me. [397 qaso_sesev] Ez wê şevê heta sibehê ranezam. [398 qaso_sesev] Min dizanîbû bê wê di sibehê de çi bi ser me bînin. [399 qaso_sesev] Min dikarîbû xwe ji ber lêdanê bida alî; lê mîna îro hîn ji wan deman de navê temamê gundiyan li ba teresan qeydkirîbû. [400 qaso_sesev] Ew ê bihatana gund yek bi yek navê me hemiyan bixwendana û ez ê jî ne li gund bama. [401 qaso_sesev] Wilo ne dibû. [402 qaso_sesev] Wê hertişt di situyê min de bima. [403 qaso_sesev] Dawiya vê yekê jî kuştineke pir pîs bû! [404 qaso_sesev] Şeva ku dîsa qaçaxçiyan bi teqîn li hidûd xistin, di wê şevê de Dawidê Osmên li Nisêbînê mêvanê xezûrê xwe bû. [405 qaso_sesev] Hîn ne zewicî bû, bi dergîstî bû, bêmirado. [406 qaso_sesev] Ê ne te ne dît bê çi xortekî delal bû! [407 qaso_sesev] Di temenê Temo de bû. [408 qaso_sesev] Temo bi sê mehan jê mezintir bû. [409 qaso_sesev] Dawid mirovekî pir bi edeb û kemlan bû. [410 qaso_sesev] Di salên ku me û Circîs berberiyeke dijwar bi hev re dikir û me hev dikuşt, vî lawikî tu carî xwe ne da terefekî û dijminayî bi terefê din re ne kir. [411 qaso_sesev] Lêbelê kuştin. [412 qaso_sesev] Kuştin lê çawa kuştin! [413 qaso_sesev] Li Nisêbînê cemseke tije esker digire ser mala xezûrê wî û hay û bayê Dawid jî ji tiştekî tune ye. [414 qaso_sesev] Xwedê mala Osmên bivirîtîne, xwe li ber lêdanê ne girt, di lêwik hilda û lawik da dest.« [415 qaso_sesev] »Ma we nikarîbû qasidek bişanda Nisêbînê ku Dawid xwe ji wir bida alî?« [416 qaso_sesev] »Na qîza min na. [417 qaso_sesev] Ma qey îro jî em dikarin gelo? [418 qaso_sesev] Wê demê jî mîna îro bi sariya sibehê re derdorên gund zeft dikirin û ne dihiştin ku çîçikek ji gund derkeve. [419 qaso_sesev] Îro di gundê Sitilîlê de du, sê terempêl hene. [420 qaso_sesev] Di wan de-man de terempêl jî tune bûn. [421 qaso_sesev] Him terempêl hebana wê bûba çi, wey li vî aqilê min be! [422 qaso_sesev] Ez jî bi xwe nizanim çima carina ez wilo xeşîm dipeyivim. [423 qaso_sesev] Hîn ji berê de, bi şev çûn û hatina terempêlê bêî emirê qomandarê qereqola hidûd qedexe ye. [424 qaso_sesev] Ma ne tu jî dizanî keçê. [425 qaso_sesev] Qey nayê bîra te şeva ku Celîlo ji eskeriyê hatibû gund, eskerên hidûd dabûn pey wî û ew û şifêrê texsiya ku ji Mêrdînê kirê kiribû, di hindurê malê de bi lêdanan tirek kiribûn?« [426 qaso_sesev] »Erê erê apo, wilo bû.« [427 qaso_sesev] Nêrgiz di himbêza dayika xwe de di xew re çûbû. [428 qaso_sesev] Meyro bi hêdî memika xwe ji devê lorîkê kişand û lorîk xiste dergûşê. [429 qaso_sesev] Bêî ku bi qerpalekî an bi kincekî lorîkê binixumîne, xwe ji ser dergûşê da alî. [430 qaso_sesev] Hêsirên xwe bi qutikê Temo paqij kirin. [431 qaso_sesev] Destê xwe ê çepê da ber ruyê xwe û got: [432 qaso_sesev] »Apo ma bi rastî Xanê li ser Dawid xwe avêtibû bin trênê?« [433 qaso_sesev] Heso ji bilî Sarê hej tu pîrekê ne dikir. [434 qaso_sesev] Kêfa wî ji wensa wan re hîç ne dihat. [435 qaso_sesev] Lêbelê gava ku tirs jî lê peyde dibû, bi zarokan re jî dikarîbû biwenisiya. [436 qaso_sesev] »Wilehî nizanim. [437 qaso_sesev] Lêbelê dihat gotin ku Dawid û Xanê pir ji hev hez dikirin. [438 qaso_sesev] Ser bextê xelkê be. [439 qaso_sesev] Îcar qîza min eskerên tabûra Nisêbînê Dawid di hindurê malê de qepaçe digirin û wî rast dibin tabûrê. [440 qaso_sesev] Li tabûrê tam şev û rojekê lê dixin. [441 qaso_sesev] Piştî ku Dawid dikujin, îcar termê wî tînin li texma gundê me diavêjin nav mayinan. [442 qaso_sesev] Of qîza min of! [443 qaso_sesev] Ev ne misilman in, kafir in kafir!! [444 qaso_sesev] Bawer nakim ku kafir bikaribin zilmeke wilo ecêb di serê mêrê misilman de bikin! [445 qaso_sesev] Ronîvro û qiçe qiça germa havînê bû. [446 qaso_sesev] Wawîk li ser cendekê Dawid kom bûbûn û cendekê wî ji hev vediçirandin. [447 qaso_sesev] Gundiyan bi dûrbînê lê temaşe dikirin. [448 qaso_sesev] Ez bi xwe wê rojê tam sê caran bi ereba heywanan çûm Nisêbînê û hatim; da ku ez ji nêzîk de cendekê Dêwid bibînim û çend fatîhan li ser rihê wî bixwînim. [449 qaso_sesev] Hey mala min! [450 qaso_sesev] Gava di cara pêşî de ez di ber term re derbas bûm, wawîkan hinavên wî bi carekê ve xwaribûn û milekî wî revandibûn. [451 qaso_sesev] Di cara duduyan de, li vegerê serî ji gewde kiribûn û kelax dikevaştin. [452 qaso_sesev] Di cara sisêyan de min nema dikarîbû taqet bikira ku min berê xwe bida mextela bêmirado. [453 qaso_sesev] Îcar bi ser vê ecêbê de tew bêbavan him ezabekî mezin dan me hemiyan û him jî Osman li dor sê salan hepis kirin. [454 qaso_sesev] »Ma qey apê Osman an Dawid qaçaxî dikirin?« [455 qaso_sesev] »Na qîza min na! [456 qaso_sesev] Li vî gundî kesî tu carî qaçaxî ne kiriye. [457 qaso_sesev] Heta çend kes ne tê de, ji gundên dor me bi xwe jî kesî pîş bi qaçaxiyê ne kiriye. [458 qaso_sesev] Ên ku vî tiştî dikin, bi giştî licî, qubalî, meşkînî, xursî û çend kesên omerî ne. [459 qaso_sesev] Ax ji destê van bêbavên liciyan! [460 qaso_sesev] Ê ne tu nizanî bê ev licî çi pêxwas in! [461 qaso_sesev] Ji bo wereqeyekê dikarin mala mirov bi a xwe re biviritînin! [462 qaso_sesev] Diyarbekirê li terefê dinyayê ye, Licê jî ji Diyarbekirê bi wirtir de ye û segbavan tên heta vê derê qaçaxê, kuro! [463 qaso_sesev] Esker û polîs wan yek bi yek nas dikin, bi wan re deng nakin, lê tên me! [464 qaso_sesev] Gelek caran hin serekên qaçaxçiyan girtine û dîsa jî berdane. [465 qaso_sesev] Me jî nas dikin. [466 qaso_sesev] Yanî bi me dizanin ku em qaçaxiyê nakin. [467 qaso_sesev] Û dîsa jî tên malên me talan dikin, li me didin û me dikujin!« [468 qaso_sesev] »Baş e, ev esker û polîs gava bi rastî van qaçaxçiyan nas dikin, wî çaxî jî gerek êrîşa xwe neanîna ser me. [469 qaso_sesev] Bila herin wan bigirin û wan bikujin. [470 qaso_sesev] Ma gunehê me çi ye?« [471 qaso_sesev] »Rast e, eyn wek te ye. [472 qaso_sesev] Lêbelê ez jî tam esasê vê yekê nizanim. [473 qaso_sesev] Qey ji ber ku em kurmanc in û dilxwazê Berzanî ne.« [474 qaso_sesev] »Ma ne licî jî bi kurmancî dipeyivîn apo. [475 qaso_sesev] Min çend kes ji wan dîtin.« [476 qaso_sesev] Gotina wê li hesabê wî ne çû. [477 qaso_sesev] Destê xwe hejand û dengê xwe hilda: [478 qaso_sesev] »Îcar çi yanî! [479 qaso_sesev] Circîs jî bi kurmancî dizane, diya minê...« [480 qaso_sesev] Meyro mîna ku bêusûliyek kiribe, di cihê xwe de sar bû. [481 qaso_sesev] Xwe bi ser hev de guvaşt û bêdeng sekinî. [482 qaso_sesev] Giraniya zilma salan û reşaya şevê xwe li hev badabû, mîna çiyayekî xwe berdabû ser dilê Heso. [483 qaso_sesev] Dixwest rakeve; lêbelê zilmê xew lê herimandibû, nikarîbû raketa. [484 qaso_sesev] Çavên xwe digirtin, lihêf li serê xwe dipêça dixwest xwe ji temamê kayinatê bêrî bike da tiştek neyê bîra wî û bikaribe razê. [485 qaso_sesev] Dîsa jî xilmaş ne dibû. [486 qaso_sesev] Şev qar bûbû û her der bêpêjin bû. [487 qaso_sesev] Xofa zilmê canê wî yekser zeft kiribû, te dest dabayê ew ê biketa. [488 qaso_sesev] Kabokên xwe xistin zikê xwe, destê xwe ê rastê da ber ruyê xwe û di dilê xwe de got: [489 qaso_sesev] »Dengê kûçikekî hema bihata min, belkî hinek cesaret bida min; belkî ji min re bûba wens bêhna min pê derketiba. [490 qaso_sesev] Çêleka ku îro çar roj golika wê mirî çêbûbû û her kêlî dioriya çima naore? [491 qaso_sesev] Bergîl naşîhe. [492 qaso_sesev] Ya herdu kewên Temo çima yekliban naxutxutînin?« [493 qaso_sesev] Kelax teviziye, lê mejî ketiye newala guman û xumanan bûye çipik; kelax mîna hejekî bi dû xwe vekiriye, diyar bi diyar digerîne û di bîr û çal û koncalan de werdike. [494 qaso_sesev] Zemên xwe jê re şilfîtazî kiribû û xwîn dinisiland. [495 qaso_sesev] Kelaxê Restem bi dîrekê telefona qereqola hidûd ve didît. [496 qaso_sesev] Dengê kekê wî Cibran ji guh ne diket. [497 qaso_sesev] Gava ku eskeran bi êvarkî re Cibran ji gund biribû û Cibran di nav lepên wan de melûl melûl digot, »Heso, Edlê li xwe mahr bike ku zarokên min di nav destan de şerpeze nebin« û jina wî bi qîr û hewar xwe diavêt lingên komutanê tabûra Nisêbîne ling maçî dikirin, ew rewş bi carekê ve hatibû ber çavên wî. [498 qaso_sesev] »Ez ê çawa bi jina te re bizewiciyama kekê min?« digot, dev lihêfê dikir û digiriya. [499 qaso_sesev] Li termê Cibran digeriya, dixwest devê xwe têxe qirikê bêhn bike û darîçavê herkesî ji xwe re têr bikira hewar û bigiriya. [500 qaso_sesev] Lêbelê Cibran winda bû. [501 qaso_sesev] Bi tenê qerpalekî tev bi xwîn jê mabû. [502 qaso_sesev] Eskeran ew qerpal jî nedabûyê. [503 qaso_sesev] Qerpalê ku bi gulan mîna bêjingê qulqulkî bûbû, bi ser têlên mayinan de wek hêsîrekî birçî dihejiya û roj bi roj piçûk dibû. [504 qaso_sesev] »Kekê min, dilê min, rihê min ji bo wî çakêtê te ê xakî ku te pir jê hez dikir û di civatê de her tim li ser te bû, ma tu dizanî bê ez çend caran çûm wê Nisêbîna malikwêran! [505 qaso_sesev] Ji bo ku hema terîşekê bi dest bixim, her roj, tam sed û sih du rojan çûme Nisêbînê û vegeriyame gund. [506 qaso_sesev] Erê ey Xwedayê xefûr û rehman ma qey bi rastî te nikarîbû bayekî xurt rakira û ew qerpal ber bi gund de biavêta! [507 qaso_sesev] Ên me dikujin zalim in. [508 qaso_sesev] Ma qey tu jî zalim î? [509 qaso_sesev] Tobe estexfîrulah. [510 qaso_sesev] Min efû bike, li min negire...« [511 qaso_sesev] Meyro raza bû. [512 qaso_sesev] Nêrgiz ne digiriya. [513 qaso_sesev] Xew li Sarê giran bûbû. [514 qaso_sesev] Sarê mîna ku di newaleke kûr de raketî be, pixe pixa wê bû. [515 qaso_sesev] Temo ji xwe hîn ji êvar de bêhal ketibû. [516 qaso_sesev] Xelîl di xew de pir diaxivî û gazî kalikê xwe dikir. [517 qaso_sesev] Devê Xelîl hatibû girêdan. [518 qaso_sesev] Fehmîkê şivan her tim li ser dika nêzîkî tewla bergîlê radiket. [519 qaso_sesev] »Fehmîko kêm şevan diçû malê ba diya xwe. [520 qaso_sesev] Ev lawik çima îşev ne li vir e?« [521 qaso_sesev] Heso ji ser cihê xwe rabû. [522 qaso_sesev] Kurkê xwe ê erebî li xwe kir, rahişt gopêl û ber bi derî de meşiya. [523 qaso_sesev] Li şekalan terpilî serê wî li hêt ket. [524 qaso_sesev] Di ber xwe de, »îşev fiqiriyek ji ber min tê«, got, bi hêsanî derî vekir û xwe berda hewşê. [525 qaso_sesev] Di ewran de guhertin ne bûbû. [526 qaso_sesev] Her der mîna berê tarî, ba û bahoz bû. [527 qaso_sesev] Bahozê, pûka berfê û peşkên baranê bi ser kurkê wî de dixurbiland, pişta sitû şil dikir. [528 qaso_sesev] Heso di talda sêncê de li dor nîv seetekê guhên xwe bi ser besta Zorava de ker kiribû û li bestê guhdar dikir. [529 qaso_sesev] Gava qaçaxçiyan li hidûd bixista, wê qaçaxçî di vê bestê re ber bi Atxê de biçûna û bi çiyayên omeriyan ve hilkişiyana. [530 qaso_sesev] Qurpîniyek ji dilê wî hat; xwîn lê vemirî. [531 qaso_sesev] Dil weke pêlên deryayan rabû, xwe da qesefê û sêng nepixand. [532 qaso_sesev] Ji taqet ket. [533 qaso_sesev] Devdevkî bi nav pirikê de kumişî û mîna gayekî serjêkirî li wê navê perpitî. [534 qaso_sesev] Di vê rewşê de li dor du, sê deqîqeyan li erdê gevizî. [535 qaso_sesev] Dûv re bi ser hişê xwe ve hat, pîjaq ber bi hinavan de kişand û lêv cûtin. [536 qaso_sesev] Xwe bi ser hev de kire gilok, ser pêyan çeng bû û bi bazdan çû hindur: [537 qaso_sesev] »Rabin rabin! [538 qaso_sesev] rabin ser xwe, rabin ser xwe dîsa mala hinekan ji me viritî! [539 qaso_sesev] Qaçaxçiyan li hidûd xistin, li hidûd xistin!..« [540 qaso_sesev] Heso her çendî bi qêrîn bang dikir, dîsa jî kes bi qêrînên wî şiyar ne dibû. [541 qaso_sesev] Te digot qey efrîtê cinan morîka xewê xistiye guhê hemiyan ku ewqasî xew li wan giran bûbû. [542 qaso_sesev] Heso gopalê xwe hişk zeft kir û gopal li ser gopêl li sobê û menqelê da. [543 qaso_sesev] Toz û arî ji sobê û menqelê bi ser ruyê wî de bilind bû û li hindur belav bû. [544 qaso_sesev] Lempa ku hûrkirî bû, vemirî. [545 qaso_sesev] Destê xwe avêt bêrîkê rahişt çeqmêq da ku lempê pêxîne. [546 qaso_sesev] Lêbelê ji nişkê ve, »Wey gidî ez dikim çi bikim, ma ne şewq qedexe ye!« hat bîra wî û dîsa bi gopêl dabelişî ser sobê û menqelê. [547 qaso_sesev] »Keçê Meyro Meyro, rabe ser xwe!« [548 qaso_sesev] Meyro herdu destên xwe xistibûn situyê Temo. [549 qaso_sesev] Şeqên xwe di nav ên wî re derbas kiribûn û heta bi navikê xwe xistibû bin. [550 qaso_sesev] »Temo ev îşev çi bi we hatiye! [551 qaso_sesev] Zû rabe ser xwe û derkeve derve, qaçaxçiyan li hidûd xistin, hidûd..!« [552 qaso_sesev] Mîna ku tu cereke ava qerisî bi ser Temo de dakî, veciniqî. [553 qaso_sesev] Ji nav livînan çeng bû. [554 qaso_sesev] Meyro qulipî ser piştê. [555 qaso_sesev] Lempe vemirî bû, laşê wê ji Heso xuya ne kir. [556 qaso_sesev] »Te got çi yabo te got çi?« Temo got û ber bi hewşê de bazda. [557 qaso_sesev] Bi neqebên xênî ve hilperikî, çong berdan erdê û li besta newalê guhdar kir. [558 qaso_sesev] Gava ku Temo li ser xênî xwe vezilandibû û li bestê dihishisî, sê qaçaxçî bi hespên xwe ve ji karwên veqetiyabûn, gihabûn qûntara çiyê û karwan jî hîn li hindama gund bi kûçikan re pevdiçinî. [559 qaso_sesev] Kûçikên gund rê ne didan karwên. [560 qaso_sesev] Karwan giran diçû. [561 qaso_sesev] Qaçaxçî li ser baran siwar bûbûn, kesek peya ne dimeşiya. [562 qaso_sesev] Yekî ji wan li bayê lezê bi dengekî sivik digot: [563 qaso_sesev] »Hiso gidî ez di bextê te de, ji bestê dernekeve; herdu aliyên bestê heta ku em negihên qûna çiyê weke binya xetê deşt e. [564 qaso_sesev] Her der herî û teqan e. [565 qaso_sesev] Binere, eger vê carê jî tu nikaribî hespê xwe ragire, ji bestê dagere nav teqanê, em ê dev ji te berdin û bi rêya xwe de herin...« [566 qaso_sesev] Dengên axavtinên wan yek bi yek dihat guhên Temo. [567 qaso_sesev] Yanzdeh hesp di hindurê bestê de garankî dabûn pey hev û dimeşiyan. [568 qaso_sesev] Best teng bû. [569 qaso_sesev] Qey deh, duwanzdeh metroyan fireh dihat. [570 qaso_sesev] Ji nav simên hespan çirûsk diçûn. [571 qaso_sesev] Mîna kevirê koçanîkan bi şeg kevir dipengizîn, dengekî bi hêl û mêl dida derdor. [572 qaso_sesev] Xurîna bestê û ewte ewta kûçikan kîlometroyekê deng vedida. [573 qaso_sesev] Temo jî herwiha di cihê xwe de çirisî bû, guhdar dikir û li texma qereqola hidûd dinerî. [574 qaso_sesev] Lêbelê pêjin ji qereqolê ne dihat. [575 qaso_sesev] »Wilo çênabe, çawa hûn bi wan nahisin!« di ber xwe de ditewirand û digot. [576 qaso_sesev] Heso bi dengekî melûl: [577 qaso_sesev] »Ma te çi fêm kir Temo?« [578 qaso_sesev] »Ma min çi fêm ne kir yabo, qaçaxçiyan bi hespan li hidûd xistine, mala me şewitî dîsa!..« [579 qaso_sesev] »Ma pir bûn?« [580 qaso_sesev] »Oho oho, zir garanek bû! [581 qaso_sesev] Gava ez hilkişiyabûm ser xênî min li wan guhdar dikir, serê garanê gihabû çiyê û dawiya wê jî hîn li hindama qereqolê bû.« [582 qaso_sesev] »Te got çi, te got çi?« [583 qaso_sesev] »Ez dibêjim, temamê xelkê vî welatî îşev bûne qaçaxçî û li hidûd xistine, yabo!..« [584 qaso_sesev] »Bi telaq romî wê sibehê fermana me hemiyan rakin!..« [585 qaso_sesev] Heso deyl li kuflet kiribû, kuflet hemû şiyar bûbû. [586 qaso_sesev] Mîna ku wê esker di sibehê de agir berdin gund û îşev dawiya jiyana wan e tevxircilîn, heryekî ji xwe re tiştek got. [587 qaso_sesev] Heso: [588 qaso_sesev] »Penceran qenc asê bikin û merşan bi ser perdan dakin. [589 qaso_sesev] Pîrê, fitîla lempê girs bike ku hindur baş ronî bibe..« [590 qaso_sesev] Temo ji bo ku tirsa xwe nede der, li ser doşekê palda û sêrê xwe xist bin lihêfê. [591 qaso_sesev] Eskeran bi dijwarî li wan dixist. [592 qaso_sesev] Wî baş dizanîbû ku bi sibehê re wê çi afatê bi serê wan de bînin. [593 qaso_sesev] Meyro li êxur pez êm dikir. [594 qaso_sesev] Pîra Sarê jî mîna keçeke şanzdeh salî xwe di kirês û xeftên de çikçikandibû û li wê navê diçû û dihat. [595 qaso_sesev] Pêşmalk dabû ber xwe, libade li xwe kiribû, kofiya reş girêdabû û kofî bi ser eniyê de xwar kiribû. [596 qaso_sesev] Bi tenê wê livînên xwe dabûn ser hev, kerş û gemara wê navê paqij dikir û navtêdan di Heso de difirandin. [597 qaso_sesev] Jineke mêranî bû. [598 qaso_sesev] Carina ji Heso re digot »Xwelî li sero tu jî zilam î. [599 qaso_sesev] Gerek ê min bi te û te jî bi min ve ba. [600 qaso_sesev] Lêbelê ez çi bikim ji vî xwedayê ku tu nêr û ez jî mê çêkirime« [601 qaso_sesev] Sarê ji eskeran ne ditirsiya. [602 qaso_sesev] Heta sala ku eskeran jina Farisê qesirî ne kuştibû, wê herwiha bi wan re pevçinîbû û ji wan danexwaribû. [603 qaso_sesev] »Heso kuro bes bibilîne, te kuflet ji desthilanîn xist bavo, te em hemû cinoyî kirin, çi dibe bila bibe, wey bimir!..« [604 qaso_sesev] »Keçê Sarê ma ez ê çawa nebilînim, romî sibehê wê me bi saxî bibirêjin! [605 qaso_sesev] Tu pîrekî ji xwe tiştek ji te re tune, ma tu ê çima van zirtan nekî diya minê. [606 qaso_sesev] A te mêraniyeke belaş e pîrê.« [607 qaso_sesev] »A min mêraniyeke belaş e ha, hema aniha rabe ser xwe em bigirin ser qereqolê. [608 qaso_sesev] Heçê ji min û te de îşev negire ser qereqolê, bila ne ji pişta bavê xwe be!..« [609 qaso_sesev] »Ev ne mêranî ye xanim. [610 qaso_sesev] Dûv re wê çawa bibe tu dizanî? [611 qaso_sesev] Êh, ew ji kû dizanî« [612 qaso_sesev] Heso hîn gotina xwe ne qedandibû Sarê bi dengekî nerm: [613 qaso_sesev] »Heso ev hezar car çêbûn ku ez bi te re vê gotinê dikim û tu jî dipirsî bê, ‘dûv re wê çawa bibe?’ Wê çi çawa bibe? [614 qaso_sesev] Tu tişt nabe. [615 qaso_sesev] Em ê romiyekî duduyan bikujin, dûv re ew ê jî me bikujin û weselam, ewqas. [616 qaso_sesev] Ji roja ku tê bîra min û heta roja îro romî vê zilmê di serê me de dikin û kesekî ji me jî deng ne kiriye. [617 qaso_sesev] Bi me dizanin ku em qaçaxê nakin. [618 qaso_sesev] Îcar çi! [619 qaso_sesev] Ka carekê jî em ê çendekan ji wan bi cehnemê şa bikin belkî di cihê xwe de rûnin; nema zilmê bi me re bikin. [620 qaso_sesev] Tu di fesadiyê de mesix bûyî, romiyekî bikuje bi Xaliq wê destê te kesk bibe û tu ê rast herî bihuştê. [621 qaso_sesev] Ew serê te ê cimcimî û bêmix, roja ku birayê te kuştin wî çaxî te bi a min kiribûya, me ê çend romî bikuştina û em ê ji xwe re ji vê heyata bi merez, xelas bûbana. [622 qaso_sesev] Lêbelê te bi a min ne kir. [623 qaso_sesev] Ez di wê demê de çîrçîreke jinan bûm, li ser xwe bûm. [624 qaso_sesev] Bi Xaliq di qereqolê de min ê ew qûncilik hemû bi ser hev de ser jê kiribana.« [625 qaso_sesev] »Keçê nihîta neqeban, Eliyê Betê, Hemê Gozê rê bide min ku ez jî çend gotinan bibêjim, weh!« [626 qaso_sesev] »Bibêje bibêje bê tu ê çi bibêjî, hey min xweliya heft gundan bi serê te dakiro. [627 qaso_sesev] Bibêje ka bibêje!..« [628 qaso_sesev] Heso û Sarê bi giştî gava ku dabaş li ser esker û qaçaxçiyan vedibû, bi devjengê qirik li hev dinepixandin. [629 qaso_sesev] Îcar a herî balkêş, di kêlîka ku herduyan bi devjengê radihiştin hev, mîna ku ne jin û mêrê hev bin, tiştekî zêde serbest digel hev diaxivîn û rê didan axavtinên hev. [630 qaso_sesev] Dida û distend. [631 qaso_sesev] Ev yeka ha li gor normê civaka wan, tiştekî kilêt bû. [632 qaso_sesev] Sarê pîrek û Heso jî zilam bû. [633 qaso_sesev] Ne dînê civakê û ne jî civakê bi xwe, ew heq dabû pîrekê ku bi mêrê xwe re devjeng bigirta. [634 qaso_sesev] Dema ku ji gotinê gotin pêdiket û gotinan hev disût, hema wilo pê re yekalî ya Heso, ya jî Sarê dê gotin daqurtanda û herdu hêl jî mîna gulekê vebana. [635 qaso_sesev] Herduyan jî bi dilekî paqij ji hev hez dikir. [636 qaso_sesev] Bêî hev xwarin ne dixwarin. [637 qaso_sesev] Di esasê xwe de ne Sarê, Heso aşiqî Sarê bû. [638 qaso_sesev] Heso heyranê mêraniya Sarê bû. [639 qaso_sesev] Lêbelê ev aliyê xwe, mîna ku wê jê re bûba kêmaniyek, vekirî ne dida der. [640 qaso_sesev] Dikir qerf û digot. [641 qaso_sesev] Reşo ev aliyê wan kefş kiribû. [642 qaso_sesev] Ji kalik û pîrika xwe fêm kiribû ku çendî mirovin, hêja nin. [643 qaso_sesev] Li gor wî pir tiştên ku wê mirov ji wan hîn bûba, hebûn. [644 qaso_sesev] »Keçê romîkujê, mesele ne di kuştina çend eskerên vê qereqola pîsik de ye. [645 qaso_sesev] Enqerê heye, Enqerê!« [646 qaso_sesev] »Ez, gû di devê sed bavê Enqerê jî kim, te fêm kir ne wilo! [647 qaso_sesev] Tirsoneko ew jî ji min re zilam e, hi!« [648 qaso_sesev] Heso mîna ku ne ji wir be xwe xaşomaşî kir, li Temo nerî keniya û got: [649 qaso_sesev] »Lawo Temo serê xwe ji bin lihêfê derxe, diya te dîsa hêç bûye. [650 qaso_sesev] Jinikê qereqol safî kir, îcar berê xwe da Enqerê jî...« [651 qaso_sesev] Temo li qûn rûnişt. [652 qaso_sesev] Xwest ku biaxive, lê Sarê berî wî dest bi gotina xwe kir: [653 qaso_sesev] »Erê kuro ma niha hûn bi qedirê xwedê kin, ev jî hal e ku em tê de ne. [654 qaso_sesev] Bi şev û carina jî bi ro em ê nikaribin ji gundê xwe derkevin biçin gundê din, qedexe ye. [655 qaso_sesev] Heywaneke me wê li çiyê bimîne em ê nikaribin herin bînîn; heywanê ji guran re berdin, ji ber qedexa wan. [656 qaso_sesev] Dîsa bi şev ne em ê bikaribin bi çirayê herin êxur, heywanên xwe êm bikin û ne jî em ê bikaribin bi elatirîkê li nav malan bigerin. [657 qaso_sesev] Lîstika hingulîskê ji navbera gund û gundan rakirin. [658 qaso_sesev] Şevbihêrk rabûn. [659 qaso_sesev] Pêketina çirûskekê bê çi ye, li me qedexe kirin, weh! [660 qaso_sesev] Qalûnkêşên me ji tirsa wan çixare terikandin. [661 qaso_sesev] Bi şev kesek newêre çixarekê bikişîne. [662 qaso_sesev] Em bi hesreta dîtina hespekî ne. [663 qaso_sesev] Xwedîkirina hespan li me qedexe ye. [664 qaso_sesev] Biharan bi terempêlên xwe didin nav çandiniya me û çandiniyê hemî dikin gêre. [665 qaso_sesev] Ji xwe re li vê ecêbê binerin, dibê qey em ne insan in kuro! [666 qaso_sesev] Mastê me dixwin, heywanên me digurînin. [667 qaso_sesev] Ji mentîqê bi bermîlan vikî belaş şîr didin hev. [668 qaso_sesev] Em ji wan re penêr çêdikin û dibin heta devê deriyê wan. [669 qaso_sesev] Wey bimir, bê çi bênamûs in! [670 qaso_sesev] Namûsa kûçikekî jî bi van romiyan re tune ye. [671 qaso_sesev] Gava te nan û av da kûçik, wê kûçik te nedire û heta bi te re bibe dost jî. [672 qaso_sesev] Ev teres bi qasî kûçikekî jî nayên, kuro! [673 qaso_sesev] Teban e, çi ne ev!« [674 qaso_sesev] »Keçê eskerkujê, hîn jî heye hîn jî. [675 qaso_sesev] Te behsa berx, kavir, elok, dîk, mirîşk û hêkên ku em ji çawîşê qereqola Sitilîlê re dibin, ne kir. [676 qaso_sesev] Wan jî bibêje.« [677 qaso_sesev] »Ma ji xwe a ku ew lawê nizam kîjan dolê di me de dike, qe wek a vanên din e! [678 qaso_sesev] Kula wî di dilê min de şax berdaye. [679 qaso_sesev] Lêbelê çi fêde. [680 qaso_sesev] Min sed carî ji vî bênamûsê Temo û birayên Temo re got ku binerin bê hûn derbekê li vî berazî naxînin; lê bi a min ne bû. [681 qaso_sesev] Ji xwe re li vê ecêbê binerin, min heyşt zik zarok anîn, ji xeynî ên mê, yekî nêr ne şibiya min, kuro! [682 qaso_sesev] Qîzên min hemû li min hatin, lê qismê lawan mû ji wî qahfûrê serê te bernadane. [683 qaso_sesev] Di rojên ku ez dizam, xwezîka tu li êş baya. [684 qaso_sesev] Belkî wî çaxî ew jî li min bihatana. [685 qaso_sesev] Di vanên nêr de bi tenê hewara min Reşo maye. [686 qaso_sesev] Ev lawik tam li pîrika xwe hatiye...« [687 qaso_sesev] Heso gotinên wê bi xwe ne xweş anîn. [688 qaso_sesev] Xwe bi ser hev de guvaşt. [689 qaso_sesev] Serê xwe rakir, sênga xwe hilda û danî û lê nerî: [690 qaso_sesev] »Tu çi dibêjî yanî? [691 qaso_sesev] Ma qey ez ne mêrekî temam bûm? [692 qaso_sesev] Însaf, li ser hidûd gava teqîn çêdibû, min gelek caran dixwest ku ez jî xwe berdim meydana şer. [693 qaso_sesev] Ma ne te jî ew keft û lepta min didît keçê. [694 qaso_sesev] Çima îcar tu bêbextiyan li min dikî?« [695 qaso_sesev] Heso hîn wilo li ser mêraniya xwe diaxivî, dixwest hinekî Sarê nerm bike, dengê teneka melê hat. [696 qaso_sesev] Ji cihê xwe rimekê qevizî: [697 qaso_sesev] »Ev niha kê nîhaye jina vî melî ku li tenekê dixe! [698 qaso_sesev] Ma niha wextê sihorê ye! [699 qaso_sesev] Tobe estexfîrulah me xwe dîsa kufir kir!« [700 qaso_sesev] Sarê bi ser de hilbû: [701 qaso_sesev] »Hey Xwedê topek li rih xisto, tu çima xeberan ji melê re didî! [702 qaso_sesev] Te aqilê xwe xwariye, sihora çi! [703 qaso_sesev] Ji meha remezanê re hîn çar, pênc meh mane...« [704 qaso_sesev] Dema ku qaçaxçiyan li hidûd dixist û melê gund pê dihisiya, derdiket nav malan û li tenekê dixist. [705 qaso_sesev] Teneke işareta xwehaziriyê bû: [706 qaso_sesev] »Ey gundîno, qaçaxçiyan li hidûd xistiye; esker sibehê tên gund, xwe ji niha ve ji kuştin û lêdanê re hazir bikin!« [707 qaso_sesev] Heso bi vê siqêfê ne baş kiribû. [708 qaso_sesev] Cihê melê li ba Sarê bilind bû. [709 qaso_sesev] Qîmeteke mezin didayê. [710 qaso_sesev] Jê re digot »Birayê min ê axretî.« Heyecanê ew girtibû. [711 qaso_sesev] Vekirî xuya dikir ku ji tirsa eskeran hinavên wî diricifîn. [712 qaso_sesev] Ricifa hinavan di destan de dida der. [713 qaso_sesev] Lê çi fêde Sarê ev aliyê Heso ne didît. [714 qaso_sesev] Kone fikirîbû. [715 qaso_sesev] Ji bo ku kuflet û bi giştî jî Sarê wê ricifê nebîne, herdu destên xwe xistibûn bin lihêfê. [716 qaso_sesev] Bêhemdî xwe gotineke bêisûl kiribû xem ne dikir, wê çi bûba qey. [717 qaso_sesev] Wê jî di bêhnikên wiha de gelek caran gotinên çort bi hin dost û hogirên wî re kiribûn. [718 qaso_sesev] Sarê bi bêhntengî û bi zirt da ser Heso. [719 qaso_sesev] »Mele ji temamê vê birekê bi şereftir û namûstir e. [720 qaso_sesev] Tu çawa dikarî siqêfan bi mele re bikî!..« [721 qaso_sesev] »Erê keçê gotinek bû û ji devê min derket, dinya xerab ne bû, weh! [722 qaso_sesev] Ziman bêhestî ye. [723 qaso_sesev] Mîrato carina ji ser sing dikeve. [724 qaso_sesev] Tuxtikên te dîsa li binguhê hev ketin, hinekî bêhna xwe fireh bike jina min...« [725 qaso_sesev] Heso piştî ku Sarê bi qerf û henekan haş kir, li Temo nerî û di ber xwe de got: [726 qaso_sesev] »Keçê fêrisa min, de ka bibêje lê, ma bi rastî wextê sihorê ye?« [727 qaso_sesev] »Heso, wileh nizanim bê ez ê çi bibêjim. [728 qaso_sesev] Bi xwe mîza min nayê. [729 qaso_sesev] Ka li seeta xwe binere?« [730 qaso_sesev] Temo xwe li xeşîmiyê danî, mîna ku hayê wî ji tiştekî tune be. [731 qaso_sesev] »Min ji te û diya xwe û meseleya vê seetê tiştek fêm ne kir, yabo?« [732 qaso_sesev] »Erê lawê min, seet di nav şeqê diya te de ye. [733 qaso_sesev] Yanî gava mîza wê dihat me dizanîbû ku bûye wextê sihorê. [734 qaso_sesev] Em bi mîza wê re radibûn sihorê, ma nayê bîra te lawê kerê?« [735 qaso_sesev] Seet yek kêm çarîkek bû. [736 qaso_sesev] »Aha wileh qewimî, romiyan li me teqand! [737 qaso_sesev] Temo xwe neke wek Sarê dernekeve hewşê, binere wê gulenin li binguhê te bikevin. [738 qaso_sesev] Lawo dîn nebe dernekeve! [739 qaso_sesev] Keçê Sarê Sarê, keçê were hindur! [740 qaso_sesev] Howeh tu li vê ecêbê, agirê ku di vê jinikê de ye kuro! [741 qaso_sesev] Erê keçê esker in û ji xwe re êretî diteqînin we çi ji wan e. [742 qaso_sesev] Tenûr di vê jinikê de ye tenûr! [743 qaso_sesev] Ez fêm nakim bê zewqa vê hishisandinê çi ye haho!..« [744 qaso_sesev] Di pey lêxistina mele a tenekê de hîn nîv seet derbas ne bûbû, teqîn bi hidûd ket û weke baranê gule bi ser Zorava û gundên derdor de bariyan. [745 qaso_sesev] Eskeran mîna ku qaçaxçî hemû ji Sirêçkê û Zorava bin, berê tivingên xwe ber bi gund de vekiribûn û bêyefş fîşek diteqandin. [746 qaso_sesev] Bi teqînê re her tim terempêlên wan xwe ji ser rêya Îpekê berdidan gundan û di pey tibabekî re, li deriyê hin gundiyan dixistin. [747 qaso_sesev] Bi terempêlên xwe çarhawêr şintaq di-gerandin. [748 qaso_sesev] Nav mayinan bi şintaqê wek royê ronî dikirin. [749 qaso_sesev] Lêbelê vê carê ne terempêlên wan dageriyan gundan û ne jî şintaqa wan xuya kir. [750 qaso_sesev] Ji şewqa fîşekên hewayî pê ve tu şewqê xuya ne dikir. [751 qaso_sesev] Qûna Heso erd ne digirt. [752 qaso_sesev] Mirov digot qey kelefên wî xwe ji ser kulîmekan dane aliyekî; kulîmek bêgoşt tazî mane, kabên kulîmekan di çerm de radibin, çerm diêşe. [753 qaso_sesev] Diqeliqî, nikarîbû li qûn rûnişta. [754 qaso_sesev] Bi dizî balîf ber bi pişta xwe de kişand, xwe palda û ling kirin pîj. [755 qaso_sesev] Destê çepê xist bin serê xwe. [756 qaso_sesev] Bi destê rastê, mîna ku dilê wî pir sivik lêxe û vê lêxistinê hinekî ragire sênga xwe dewisand. [757 qaso_sesev] Lêvên wî ên tije herx ziwa û çilmisî bûn. [758 qaso_sesev] Ronahiya lempê xwe dabû ser rû, herxên lêvan dibiriqandin. [759 qaso_sesev] Çav ne dikutkutîn, çûbûn xwarê û beloq dinerî. [760 qaso_sesev] Guh ji qiyasê der, rep rawestiyabûn. [761 qaso_sesev] Bêvila şerbikî piçûk û zirav bûbû. [762 qaso_sesev] Firnikên bêvilê xuya ne dikirin. [763 qaso_sesev] Ji çenê berjor ve, serê wî qoqekî miriyan di bîra mirov de dianî. [764 qaso_sesev] Te digot qey li ser hidûd mayin bi wî û hevalê wî de teqiya ye, ew birîndar e û hevalê wî jî hatiye kuştin, wawîk term dixwin û ew jî ji desthilanîn ketiye, nikare tiştekî bike. [765 qaso_sesev] Di diruvekî wilo xof de bû! [766 qaso_sesev] Temo û Seydo li wê navê diçûn û dihatin sobe dadidan û bi hev re diaxivîn. [767 qaso_sesev] Lêbelê wî ew ne didîtin. [768 qaso_sesev] Dilop ji bin zikê xênî wek ku mirov kevirekî di nav gola avê de wer bike li hindurê teştê diketin; peşk bi ser sêngê de dipengizîn, bi xwe şiyar ne dibû. [769 qaso_sesev] Nêrgiz ji girî zîz bûbû. [770 qaso_sesev] Xweha wê a nehsalî Seyrê bi ser Nêrgizê de dikir qelebalix. [771 qaso_sesev] Meyro jî bi Seyrê re dixeyidî. [772 qaso_sesev] Lê dîsa jî dengê kesekî ji van ne diçû Heso. [773 qaso_sesev] Xelîl kîsikê kabên tîlkirî vala kiribû erdê wî û Demo û Şewqedîn bi guhkişînkê dilîstin. [774 qaso_sesev] Bi vê reqepolkê jî agahdar ne dibû. [775 qaso_sesev] Sarê ketûber esker dabûn ber xwe. [776 qaso_sesev] Derdorên gund ji cendekan raxistibû; li bestê xwîn rabûbû, xwînê gewde ber bi qereqolê de digindirand. [777 qaso_sesev] Bi vî şerê Sarê jî hayî ne dibû! [778 qaso_sesev] »Heso Heso, de ka rabe ser xwe kuro, çi bi te hatiye? [779 qaso_sesev] Xwarin hazir e rabe gepeke nan bixwe.« [780 qaso_sesev] Gerek şiyar bûba. [781 qaso_sesev] Ji ber ku Sarê bi dengekî bilind sê, çar caran gazî wî kiribû. [782 qaso_sesev] Sarê ji Temo re got: [783 qaso_sesev] »Lawê min, ew bavê te mir çi pê hat? [784 qaso_sesev] Ka binere bê tu wî ji xew ranakî. [785 qaso_sesev] Çend niqurçkan jê bide...« [786 qaso_sesev] Şewqedîn bêî ku bavê wî dapîra wî bibersivîne, ji cihê xwe pengizî û bi lez çû ber serê bapîrê xwe li ser pêyan sekinî. [787 qaso_sesev] Xwe heta bi newqê tewand, milên bapîrê xwe hejand û hinekî bi deng: [788 qaso_sesev] »Kalo kalo!..« [789 qaso_sesev] Xwînê xwe dada mejî. [790 qaso_sesev] Çavan di kortikan de wek du xarên zindoqî lîstin. [791 qaso_sesev] Mîna pezê bin kêrê, xirînî bi qirikê ket. [792 qaso_sesev] Reş û sipî bû. [793 qaso_sesev] Dûv re bi carekê ve lerizî çeng bû û li qûn rûnişt. [794 qaso_sesev] Eger di vê bêhnikê de Şewqedîn jê bêtir pêhlewan derneketiba û xwe ji ser nedaba alî, miheqeq wê serê wî li çena Şewqedîn keta û çend diranên lêwik bihatana şikestin. [795 qaso_sesev] Hêdî hêdî bi ser hişê xwe ve hat. [796 qaso_sesev] Xwe pal da. [797 qaso_sesev] Xwest ku istîxfara xwe bîne û bibêje »Eşhedûenlaîlahe îllellah. [798 qaso_sesev] Ya reb me bisitirîne!« lê nikarîbû bigota. [799 qaso_sesev] Ji taqet ketibû. [800 qaso_sesev] Sarê: [801 qaso_sesev] »Heso, Heso kuro zû xwe bide ser hev! [802 qaso_sesev] Te êvarê jî ne xwaribû, were bixwe!..« [803 qaso_sesev] »Hi te got çi, Sarê?« [804 qaso_sesev] »Min got dest û ruyê xwe bişo. [805 qaso_sesev] Ferecê lê xistiye, berî ku teres bigirin ser me, em xwarinê bixwin. [806 qaso_sesev] De zû were, zarok hemû li ser sifrê li bendî te ne. [807 qaso_sesev] Bilezîne, zû were...« [808 qaso_sesev] Xwe tev xirciland. [809 qaso_sesev] Pêşî herdu destên xwe bi hev firkandin, dûv re çavên xwe û dûv re jî rîha xwe firkand. [810 qaso_sesev] Mîna ku hîç tirs pê re çênebûbû, hay û bayê wî ji tiştekî tune be, xwe veparimand û got: [811 qaso_sesev] »Sarê, ez hinekî ji xwe re xilmaş bûbûm. [812 qaso_sesev] Ji êvara xwedê de xew ne ketibû çavên min. [813 qaso_sesev] Malxerabnebê, hema te ez şiyar ne kiribama hê. [814 qaso_sesev] Bi zorê çavên min çûbûn ser hev. [815 qaso_sesev] Wey hezar carî mala vî xwedayê mezin ava ku hûn pîrek ne kirine tiştek. [816 qaso_sesev] Eger hûn jî tiştek û miştek bûbana, ma qey bazarî bi we re dibû! [817 qaso_sesev] Wilehilezîm we ê em zilam bi saxî çandibana, lê!« [818 qaso_sesev] »Çorto mortkî nepeyive, dirêj neke zû were!« [819 qaso_sesev] Heso ji rastiyê direviya, xilmaş ne bûbû. [820 qaso_sesev] Di kêlîka ku xwe palda bû ketibû xeyalan. [821 qaso_sesev] Li xwe kiribû sibeh. [822 qaso_sesev] Esker anîbûn gund. [823 qaso_sesev] Reşo şibandibû lawê Farisê qesirî Mirad û bi dû cemsê ve girêdabû; cemse li dor gund di-gerand. [824 qaso_sesev] Reşo dikire hewar. [825 qaso_sesev] Sarê bûbû Rewşêya diya Mirad. [826 qaso_sesev] Esker wê Reşo bi dû terempêlê vekin, Reşo bi haweyekî barbar bikujin û Sarê jî wê deng ne kiriba ha! [827 qaso_sesev] Ev dikete serê kê? [828 qaso_sesev] Dilê Sarê wê çawa bikarîba li himber vê wehşetê debar kiribaya! [829 qaso_sesev] Reşo bi dîn û îmana xwe ne dida. [830 qaso_sesev] Di dinyaya xwe de ew bi qasî pêxemberekî mezin kiribû. [831 qaso_sesev] Dinya li aliyekî mêzênê, Reşo li aliyekî mêzênê danîbû û bi dinyayê re diwezinand. [832 qaso_sesev] Jê re digot »Sitûna mala min. [833 qaso_sesev] Tu hêviya min î. [834 qaso_sesev] Mekteba teyaran bixwîne, bibe şifêr. [835 qaso_sesev] Teyarê tije top, metilyoz, fîşek, bombe û deremêt bike û were van qereqolên romiyan hemiyan xirîxopan bike!..« Îcar Sarê wê çawa bikarîba xwe li ber qîr û hewarên Reşo bigirta û mala xwe û eskeran li topekê nexistiba! [836 qaso_sesev] Ji xwe dê Sarê rahişta çekê herî mezin û êrîşî ser komutanê qereqola hidûd Mehmet Bîçer bikira. [837 qaso_sesev] Çifta dulûle di zikê Bîçer de biteqanda û hinavên wî berdana erdê. [838 qaso_sesev] Heso li xwe danetanî ku tirsa xwe bide der. [839 qaso_sesev] Gava qîq mabû, çav çûbûn xwar, çavan ne dikutkutand û wilo beloq li binê beştan dinerî, Sarê di nav lepên eskeran de bû. [840 qaso_sesev] Eskeran mîna ku di Rewşê de kiribûn, li Sarê li himber dost û dijminên wî û temamê gundiyan êşkence dikirin. [841 qaso_sesev] Heso behetî bû! [842 qaso_sesev] Esker bi qezetoran kişiyabûn ser Sarê, canê wê diterişandin. [843 qaso_sesev] Bi niqe niqa dilopan şiyar ne dibû. [844 qaso_sesev] Dema ku Rewşê komutanê qereqolê kuştibû û eskeran jî serê Rewşê di bin lingên panzêrê de kiribûn nanik, wek niha zivistan bû. [845 qaso_sesev] Ji erd û ezmên av diherikî û mejiyê wê li ber xwe biribû. [846 qaso_sesev] Wî, di mejiyê Rewşê de, mejiyê Sarê didît. [847 qaso_sesev] Serşok di qorziya odê de ye. [848 qaso_sesev] Qorzî li başûr dinere. [849 qaso_sesev] Serşok û şibake nêzîk hev in. [850 qaso_sesev] Serşok bi qasî bihustekê ji erdê bilind e. [851 qaso_sesev] Şibake li erdê dinerin. [852 qaso_sesev] Di vê odê de ji xwe bi tenê du şibake hene. [853 qaso_sesev] Herdu jî incex bi qasî devê tenûreke berîvanî mezin tên. [854 qaso_sesev] Ji der ve de gava mirov di şibaka nêzîkî qorziyê re li hindur dinere, serşok bi telekî xuya dike. [855 qaso_sesev] Raserî serşokê tam di jora dîwêr de bi qasî gokekê mezin û girover kulekek heye. [856 qaso_sesev] Ev kulek jî bi şev her tim perdekirî ye. [857 qaso_sesev] Bi roj maliyên Heso xwe li ber ronahiya vê kulekê dişon. [858 qaso_sesev] Heso bêdilî xwe ji nav livînan rabû, ber bi serşokê de meşiya û çavên xwe li qabqabkan gerandin. [859 qaso_sesev] Qabqabk seraqet li ber serşokê ne û serşok jî di binya livînên wî re ye. [860 qaso_sesev] Ji ser livînan qabqabk xuya dikin. [861 qaso_sesev] Îcar ji xwe hîç pêwîst nake ku li wan bigere. [862 qaso_sesev] Xwe daqûl kir. [863 qaso_sesev] Rahişt herdu qabqabkan. [864 qaso_sesev] Bi haweyê ku wê qabqabkan bixwe, li qabqabkan nerî. [865 qaso_sesev] Qederekî li hev qulipandin û dûv re dîsa danîn erdê. [866 qaso_sesev] Ji kûraya kezebê keserek kişand, lingên xwe hepişand qabqabkan û bi teqil rabû. [867 qaso_sesev] Lêbelê xwezîka ranebûya, bi ketineke pir pîs li erdê veziliya! [868 qaso_sesev] Bi rastî ji aliyekî de jî ev ketin heq kiribû. [869 qaso_sesev] Ji ber ku him qederekî li qabqabkan temaşe kiribû û him jî di dûv re wê berevajî têxistana lingên xwe. [870 qaso_sesev] Qabqabkan ling dizewirandin, lê dîsa jî bi xwe hayî ne dibû ku ev zewirandin ji ku tê. [871 qaso_sesev] Qayişa fera rastê ji avê riziya bû. [872 qaso_sesev] Û wî bi xwe jî dizanîbû. [873 qaso_sesev] Digel vî haweyî îcar ji dêvla ku pêşî lingê xwe ê rastê bilind bike, lingê çepê bilind dike. [874 qaso_sesev] Ji xwe wê qeweta kelêx hemû têkeve ser lingê rastê; lastîka rizyayî ji ser hev here, lingê ku ji êvar de ne hedinî ye bixile û wek bertelaşekî ji hewa de bê xwar. [875 qaso_sesev] Sarê mîna çûkekî ji cihê xwe firiya, »Pepûko Temo bavê te mir!« got û xwe avêt ser Heso. [876 qaso_sesev] »Keçê xwe ji ser min bide alî te ez fetisandim! [877 qaso_sesev] Qey çavê te lê ye ku tu min bi dostayî bikujî, weh!..« [878 qaso_sesev] Lingê wî tehenî bû. [879 qaso_sesev] Lêbelê wî digot »gwîzek derizî ye« Piştî ku Temo bi bazinê ling lîst û ling bi vir û wir de baş xirciland, bawerî pê anî ku ling fikiyaye. [880 qaso_sesev] »Yabo destûrê bide min ku ez herim Sirêçkê gazî Seroxan bikim. [881 qaso_sesev] Lingê te fikiyaye...« [882 qaso_sesev] »Eman tu tiştekî wilo nekî! [883 qaso_sesev] Dibe ku eskeran kemîn avêtibin dora gund, wê te bikujin. [884 qaso_sesev] Em ê di rûnê xwe de biqiçqiçin ka bê Xwedê wê çawa bike heta sibehê...« [885 qaso_sesev] Di warê cebarê de doktoriya Heso hebû. [886 qaso_sesev] Heta ji nexweşiyên heywên jî fêm dikir. [887 qaso_sesev] Lingên gelek heywanan cebirandibû. [888 qaso_sesev] Herwiha ling û destên insên jî. [889 qaso_sesev] Li herêmê bi qasî Seroxan navdar bû. [890 qaso_sesev] Îcar digel vî haweyî dîsa jî nizanîbû ku lingê wî teheniye. [891 qaso_sesev] »Hinek mû, hingiv, rûnê malê û çengek kizirk ji min re bînin.« [892 qaso_sesev] »Yabo ji dêvla rûn û kizirkan ve ez mîhekê bigurînim, ne çêtir e gelo?« [893 qaso_sesev] »Êh bê çi bi aqil e, wê ji min re pez bigurîne û lingê min têxe eyêr, lawê diya xwe!« [894 qaso_sesev] »Baş e, ji gurandina dîkê qoqo an keroşka şîne re, tu çi dibêjî?« [895 qaso_sesev] »Dirêj neke. [896 qaso_sesev] Ji min re zû lepek mû, nanikek hingiv û du, sê kevçî rûnê malê bînin!« [897 qaso_sesev] Heso mirovekî çikûs bû, pir li ber mêl dida. [898 qaso_sesev] Eger ne ji berberiyê ba, belkî di herêmê de bûba dewlemendê herî mezin jî. [899 qaso_sesev] »Temo, kuro ma te hîn jî bavê xwe nas ne kiriye bê çi mal e? [900 qaso_sesev] Ew dikare temamê malê me li devê romiyan biqelibîne, lê dil nade ku pênc wereqeyan têxe bêrîka Reşo. [901 qaso_sesev] Lingê wî şikestiye, qêbil nake ku em keroşkekê ser jê bikin û çermê wê bigrin ser lingê wî. [902 qaso_sesev] Dev jê berde, bi cehnema wî kirî. [903 qaso_sesev] Keçê Meyro Meyro, wan quzelqurtan jê re bîne, çawa dixwaze bila wilo bike, wey bimir!« [904 qaso_sesev] Xwarina wan, şîva ku hîn ji êvar de mabû. [905 qaso_sesev] Xawarin hûr û roviyên heşandî û tirşika mişmişan bû. [906 qaso_sesev] Di vê malê de li ser daxwaziya Heso her ji panzdeh, bîst rojan miheqeq wê carekê beroşek hûr û roviyên heşandî bihatana kelandin. [907 qaso_sesev] Di eslê xwe de Heso ne ku bi rastî hej hûr û roviyên heşandî dikir, diruvê Circîs bi hûr û roviyan dixist ji ber hindê tahm ji vê xwarinê distend. [908 qaso_sesev] Gelek caran, bêî ku malî pê agahdar bibin, wî bi dizî çend kubikên dagirtî birine besta gund, di nav pîsiyê de dane û dûv re jî şewitandine. [909 qaso_sesev] Di kultura wî de hûr û roviyên dagirtî bi destan dihat xwarin. [910 qaso_sesev] Lêbelê wî bi kêrê kubik û rovî pêşî diterişandin, dûv re jî dikir qitîtk û bi kevçî dixwar. [911 qaso_sesev] Di kubikan de serê Circîs û di roviyan de qama Circîs didît. [912 qaso_sesev] Sarê: [913 qaso_sesev] »Hema bêdilî xwe ma be dîsa jî çend gepan bixwe. [914 qaso_sesev] Sibehê wê romî bigirin ser gund. [915 qaso_sesev] Bi zikê xwirînî tu ê nikaribî xwe li ber dar û sîlên wan bigirî. [916 qaso_sesev] Wilo nabe heyran, lîçekê bixwe...« [917 qaso_sesev] »Keçê ez ne ketime taya lêdanê. [918 qaso_sesev] Ma qey hindik carî min lêdan ji dest wan xwariye. [919 qaso_sesev] Bi qasî tayên porê te şiqam û dar li min ketine. [920 qaso_sesev] Ez ketime wê heyirê ku sibehê ez ê çawa li ser vî lingê fikyayî bikaribim bimeşim; bêî ku ew kafirê birayê te min kulek bibîne ez ê çawa bikaribim xwe li ser lingan bigirim! [921 qaso_sesev] Ji danê esirê heta ku ro çûye ava ez li ser xênî bûm û min qelş dadigirtin. [922 qaso_sesev] Min sê zembîl ax kişand ser xênî. [923 qaso_sesev] Birayê te Circîs jî ji ser xaniyê xwe li min temaşe dikir. [924 qaso_sesev] Xelkê vî gundî bi carekê ve heta ku ro ketiye tasê, li min temaşe kiriye. [925 qaso_sesev] Îcar gava sibehê ez bi vî halî derkevim nav wan, wê ji min re çi û çi nebêjin! [926 qaso_sesev] ‘Heso ji tirsa ku lêdanê nexwe, xwe dikulkulîne.’ Ev gotin ji bo min mirine, mirin! [927 qaso_sesev] Xwezîka îşev vî Xwedayê mezin emanetê xwe ji min bistenda, ez bimirama û ev ecêb bi serê min de ne hatibaya!..« [928 qaso_sesev] Pişta xwe dabû çar balîfan û pîjaq dirêj kiribûn. [929 qaso_sesev] Paçikê hevîr danîbû ser newqa xwe. [930 qaso_sesev] Ji pêçik bêhneke tirş difûriya. [931 qaso_sesev] Paçik ji pînan pev hatibû dirûtin, kevnekotî bû. [932 qaso_sesev] Lêbelê wî ew bêhn ne dikir. [933 qaso_sesev] Legana sifir xistibû nav şeqên xwe. [934 qaso_sesev] Legan hawêrdor kubyayî bû. [935 qaso_sesev] Li himber ronahiya lempê hindurê leganê qer û teniştan jî argonî dibiriqand. [936 qaso_sesev] Di leganê de sê hûr, du roviyên zirav û nîv metro û bi qasî bihustekê roviyekî qalind, hebû. [937 qaso_sesev] Xwarin şilekî danîbûn ber. [938 qaso_sesev] Wî wilo xwestibû. [939 qaso_sesev] Kevçiyekî darînî û kêreke kalanhesinî êretî di nav hûr û roviyan de bû. [940 qaso_sesev] Doxika kevçî bi kelpik û derizî bû. [941 qaso_sesev] Kevçî ne rengînî bû. [942 qaso_sesev] Hûrê herî girover xistibû kefa destê xwe ê çepê, kêra kalanî bi destê xwe ê din zeft kiribû, li Sarê temaşe dikir û di dilê xwe de digot: [943 qaso_sesev] »Ez zilam û Sarê jî pîrek e. [944 qaso_sesev] Ez ditirsim û ew natirse. [945 qaso_sesev] Gelo ew vê tirsa min dibîne? [946 qaso_sesev] Ez xwe li himberî wê piçûk dixînim. [947 qaso_sesev] Di dînê me de cihê pîrekê tune ye; lêbelê ê min heye. [948 qaso_sesev] Pîrek nikare bibe mîr û hakim, lê ez dikarim bibim hertişt. [949 qaso_sesev] Heta şahidiya du pîrekan bi qasî a zilamekî ye. [950 qaso_sesev] Mesele gava yek yekî bikuje û pîrekek li ser ê qatil bibe şahid, wê şahidiya wê qebûl nebe. [951 qaso_sesev] Divê ku du pîrek bi hev re vê şahidiyê bikin. [952 qaso_sesev] Lêbelê şahid eger zilamek be û ev zilam çendî pêxwas be, dîsa jî xem nake. [953 qaso_sesev] ‘Pîrek ji bo şehweta zilêm hatiye dinyayê.’ Ew insanekî ku mirov bazdide ser yanî. [954 qaso_sesev] Ma ez her şev baznadim ser Sarê, hi! [955 qaso_sesev] Îcar çima ez ji eskeran ditirsim û ew natirse? [956 qaso_sesev] Di dînê me de wezîfa pîrekê ew e ku zilêm berde ser xwe, zarokan çêke û ji gotina mêrê xwe dernekeve. [957 qaso_sesev] Ê hema bi telaq ev ne tu ûjdan e! [958 qaso_sesev] Sarê ji min û bavê min çêtir û mêrtir e ma qey bi tirtirê ye! [959 qaso_sesev] Na na, pîrek mê û zilam jî nêr e ehmeq. [960 qaso_sesev] Cihê ê nêr her tim li jor e. [961 qaso_sesev] Xwedê ji nêran hez dike. [962 qaso_sesev] Xwedê pêşî nêr û dûv re jî, mê ji nêr çêkiriye. [963 qaso_sesev] Îcar mêr çi tiştê ku herî kilêt be tê bike jî, heqê wî ye. [964 qaso_sesev] Her roj dev û diranên wê bişikîne, dîsa jî heqê wî ye. [965 qaso_sesev] Pîrek bi wî, ne ew bi pîrekê heye. [966 qaso_sesev] Zilam çawa bixwaze, pîrek mecbûrî kirinêye. [967 qaso_sesev] Kuro ma ne mele û şêxên me dibêjin, ‘Gava li zilêm rabe, zilam bixwaze û di vê navê re destê pîrekê jî di nav hevîr de be, pîrek bêdiliya wî bike û xwe bi dest ve bernede, gunehkar dibe!’ Ji bo wî pîrek erdekî beyar e, çawa kirêb bike malê wî ye, weh! [968 qaso_sesev] Ma ne şêxên me dibêjin, ‘Aqilê heft pîrekean di serê mirîşkekê de ye. [969 qaso_sesev] Û mirîşk jî nikilê xwe li gû dide; tevdide û dixwe.’ Howeh li vê ecêbê, îcar mirîşka mala min, ji tu tiştî natirse! [970 qaso_sesev] Û ez ev zir dîkê ha, ji tirsa eskeran dikim bifetisim kuro! [971 qaso_sesev] Ê lawo hema bi telaq, Xwedê û Mihemed herdu jî li van pîrekan neheq in! [972 qaso_sesev] Tobe estexfîrulah min xwe dîsa gunehkar kir!.. « [973 qaso_sesev] Sarê, bi ser vê pîrekiya xwe de îcar ji bavikê Hûran bû û hûrî û bavikê Heso jî ji bav û kalan de dijminên hev bûn. [974 qaso_sesev] Mîna ku ev hemû ne bes bin, tew bi ser halan de pîrê xweha Circîs bû û Circîs jî serekê temamê malbatê bû! [975 qaso_sesev] Sarê tu rê ji Heso re ne hiştibû ku Heso wek camêran bikarîba, li ser qisûr û kêmaniyên xwe hinekî biaxiviya. [976 qaso_sesev] Di nav qerfan re ev aliyê xwe li hev dixurbiland û dida der. [977 qaso_sesev] Sarê got: [978 qaso_sesev] »Heso tu çi li min dinerî? [979 qaso_sesev] Ma qey di dawiya vî emirî de tu dilketiyî min?« û derket hewşê. [980 qaso_sesev] Heso serê xwe bi ser leganê de xwar kir. [981 qaso_sesev] Piştî ku tibabê deqîqeyekê li hûr nerî, mîna ku hûr serê Circîs be, bêî ku ji tê bike pelixand û dûv re jî bi kêrê kişiya ser. [982 qaso_sesev] Zîqîniya kêra wî diranê mirov diqiriçand. [983 qaso_sesev] Ne dixwest bixwe, nikarîbû bixwara. [984 qaso_sesev] Bi xwarinê re pevdiçinî. [985 qaso_sesev] Tam bi haweyekî erebî, bêmirês dikir û dixwar. [986 qaso_sesev] Gava radihişt kevçî ber bi devê xwe de bilind dikir û bi hêrs dîsa diavêt nav xwarinê, ji doxika kevçî, mereq bi zend de dihate xwar, li enîşkê radiwestiya û bi ser xwarinê de dinisilî. [987 qaso_sesev] Rîha wî ji libên dên, mîna erdê bizarkirî bûbû. [988 qaso_sesev] Çep û rast xwe dixwirand. [989 qaso_sesev] Geh destê xwe diavêt nav şeqên xwe mû dikişand geh ji bin çengan pirç radikir geh tiliyên xwe dixistin qulên bêvila xwe, kerik derdixist û di nav xwarinê de werdikir. [990 qaso_sesev] Bi doxika kevçî xwarin tevdida. [991 qaso_sesev] Nizanîbû bê çi dike. [992 qaso_sesev] Rûn li serî vedabû. [993 qaso_sesev] Gava serê xwe hildida û datanî, şewqa lempê di tilmika serî de diciviya, tilmikê mîna kevirê hestan çirûsk vedida. [994 qaso_sesev] Piştî ku eskeran qederê bîst deqîqeyekî weke tu xwê têxî êgir fîşek teqandin, nîv seetekê bedeng man. [995 qaso_sesev] Dûv re dîsa bêwestan bêhnikekê hawêrdor gule barandin... [996 qaso_sesev] Ewr dapiçiyane, ro derketiye. [997 qaso_sesev] Xumîn û olan bi newalê ketiye. [998 qaso_sesev] Ji newalê seranser mij û dûman bi ser silûmên çiyan de bilind dibe; çiya xuya nakin. [999 qaso_sesev] Ji barana şevê din çem rabûye ser xwe; bi hêl û mêl diherike, dar û ber dane ber xwe û bi nav erdê binxetê de diavêje. [1000 qaso_sesev] Di hewdên qelaçên Zorava û çiyayên omeriyan de av meya ye, çal hatine dagirtin. [1001 qaso_sesev] Ji rizdên zinaran av bi ser lat û tahtan de dadiwerive. [1002 qaso_sesev] Sarinca kevnare ku li nêzîkî gund di tahtê de hatibû kolan, ji avê mişt bûye. [1003 qaso_sesev] Erdên avgîr bûne gol. [1004 qaso_sesev] Balinde bilind difirin. [1005 qaso_sesev] Etlayî nakeve refên zerzûlan; ji roava ber bi rohilat de di ser gund re refek derbas dibe û yek tê. [1006 qaso_sesev] Têtî, koleke û gabelekan xwe ji qelêç berdane ser bênderên gund diçêrin. [1007 qaso_sesev] Mîna ku bêhneke din wê şapateke wek a şevê din rabe, bi lez nikilên xwe li erdê dixînin; bi haweyê ku kumika xwe şeh bikin lapûşkan diavêjin serê xwe; kumikê xwe daye ser hev û mîna çengelekî tewiyaye. [1008 qaso_sesev] Li ser bênderên jora gund, bi dû hev dikevin, xwe vedipejinînin. [1009 qaso_sesev] Reşêlekê xwe li wê navê danî û disûrike. [1010 qaso_sesev] Çend têtî ketine gevzekê, baskên xwe li hev didin û li derdora xwe çeng dibin. [1011 qaso_sesev] Zelorek ji dera ha kulkulî tê. [1012 qaso_sesev] Beraşekî xwe li ber xist, ew sekinî. [1013 qaso_sesev] Du reşêle firiyan û ên din bi carekê ve xwe melisandin. [1014 qaso_sesev] Li hewa başokeyek dilîze. [1015 qaso_sesev] Ji hewş û axuran barîna pez û orandina dewêr bi kîlometroyan deng vedide. [1016 qaso_sesev] Ker dizirin, şîhe şîha bergîlan ji bin sefikan tê. [1017 qaso_sesev] Lêbelê kûçik bêdeng in. [1018 qaso_sesev] Insan bêdeng in. [1019 qaso_sesev] Zarokan xwe dane pişt kewaran, ketine hindurê rislên genim û kulînan; di nav livînan de xwe kirine gilok û îske îska wan e digirîn. [1020 qaso_sesev] Hin ji wan bazdidin kadînan, xwe di nav kayê de vedişêrin. [1021 qaso_sesev] Qaşo dayik jî berdilê zarokên xwe digirin, bûne xemrevîn, lê ew ji zarokan bêtir digirîn. [1022 qaso_sesev] Bav dixwazin zarokan bi kab, xar û şekirê çayê bikenînin; zarok şa nabin. [1023 qaso_sesev] Ji bavan re dibêjin, »Ma hîn esker ne çûne yabo?« Paxafê girtiye hinavan kutkuta dilê wan e! [1024 qaso_sesev] Li ber çavên zarokan hertişt belê hertişt bûye esker; li hertiştî bi xof temaşe dikin! [1025 qaso_sesev] Qîran didin! [1026 qaso_sesev] Di himbêza dê û bavên xwe de mîna pelên daran dilerizîn. [1027 qaso_sesev] Bav bêçare, dê bêçare »Em çi bikin ax Xwedo!« Qîr û hewarên zarokan kezeba wan dax dike; xwîn li dayik û bavan vemiriye! [1028 qaso_sesev] Eskeran bi sariya sibehê re, jora Zorava û derdorên gundên cîran zeft kiribûn. [1029 qaso_sesev] Bi ronahiya rojê re xwe pênc pênc ji qelêç berdan gund. [1030 qaso_sesev] Li dor gund belav bûn û ristik girtin. [1031 qaso_sesev] Digel usteymen Mehmet Bîçer sih û neh esker hatibûn gund. [1032 qaso_sesev] Hejmara vê carê li gor hejmarên berê ku digirtin ser gund, hinekî kêm bû. [1033 qaso_sesev] Her gava digirtin ser gund kêmî pêncî, şêst eskerî ne dihatin. [1034 qaso_sesev] Komutan Mehmet Bîçer bi qama xwe ji eskeran pir ferq dikir. [1035 qaso_sesev] Mirovekî qamqut û dagirtî bû. [1036 qaso_sesev] Qesabê qereqolê Cimo digot, »Qama vî usteymenê dêqahb, metrok û pêncî û du santîm e.« Bîçer kej bû. [1037 qaso_sesev] Mîna zarok û xortên herêmê porê xwe kurt jê dikir û temberî berdida. [1038 qaso_sesev] Bi giştî serqot digeriya. [1039 qaso_sesev] Li gundan ji xwe hîç ranedihişt şifqê. [1040 qaso_sesev] Bîçer ji bajarê Enqerê bû. [1041 qaso_sesev] Li Nisêbînê rûdinişt. [1042 qaso_sesev] Ew û jina xwe ji hev cihê bûbûn. [1043 qaso_sesev] Jina wî li dibistana »Merkez ilkokulu« mamosteyî dikir. [1044 qaso_sesev] Keçek û lawek wan hebûn. [1045 qaso_sesev] Ew bîst û neh salî û jina wî jî bîst û pênc salî bû. [1046 qaso_sesev] Wî ji jinikê hez dikir, lê jinikê jê hez ne dikir. [1047 qaso_sesev] Têkiliyên jinikê ji karmend û mamosteyên hevalên xwe bêtir, bi dikandaran re hebûn. [1048 qaso_sesev] Mehmet Bîçer li pêpîkê xist. [1049 qaso_sesev] Bi dengê pêpîkê re, ji bilî deh eskerên ku li jora gund li ser pêyan rawestiyabûn, esker hemû li ser bênderên jêra gund civiyan. [1050 qaso_sesev] Muxtar û bekçiyê gund Bedran û Remo jî di temenê de çik li ber deriyê hewşa Circîs rawestiyabûn. [1051 qaso_sesev] Navbera hewşê û eskeran mişarek bû. [1052 qaso_sesev] Bîçer bi dengekî pêt: [1053 qaso_sesev] »Muxtarê qewad û bekçiyê qûnde, ji dêvla ku hûn wilo wek sitir li wir rawestiyane, werin xêrhatinê di me de bidin!« [1054 qaso_sesev] Li gor şertên ku qereqolê ji gundiyan re danîbûn, gava esker bihatana gund eger muxtar li malê ba muxtar, eger muxtar ne li malê ba bekçî di-va bû pêrgî wan derketa. [1055 qaso_sesev] Îcar gava ne muxtar û ne jî bekçî li gund bana, wê melê gund ya azeyekî ya jî rîhsipiyekî ev kar bikira. [1056 qaso_sesev] Nemaze ne başçawîşê qereqola Sitilîlê û ne jî komutanên qereqolên hidûd, li gor şertên ku danîbûn, meşiyane. [1057 qaso_sesev] Pêrgîn û nepêrgînî herdu jî sûc bûn. [1058 qaso_sesev] Dema ku keye, kizîr, pasban û hwd. [1059 qaso_sesev] pêrgî wan diçûn, digotin »Xiyar çi karê te li vir heye? [1060 qaso_sesev] Ma qey em rêya mala te nas nakin? [1061 qaso_sesev] Kerxanecî biceheme!« Îcar gava kesek pêrgî wan ne çûba, »Qahpino ma ne me hin qanûn ji we re danîbûn! [1062 qaso_sesev] Hûn me piçûk dibînin ha!..« digotin û lêdan li wan dikirin. [1063 qaso_sesev] Muxtar û bekçî bi bazdan çûn ba komutên, ketin temenê û gotin: [1064 qaso_sesev] »Emir bike qomandarê min!« [1065 qaso_sesev] Komutan hema wilo yekser piştî ku pêhlewankî, çep û rast çend kulm ketûber bi wan ve kirin, got: [1066 qaso_sesev] »Pêşî, kûçikan hemiyan ji gund dûr bixin û dûv re dîsa werin vir, temam qewadino!« û digel eskerên xwe li wê navê piyase kir. [1067 qaso_sesev] Bîçer ji kûçikan pir tirs û sawêr digirt. [1068 qaso_sesev] Li herêmê gelek kûçik kuştibûn. [1069 qaso_sesev] Lêbelê digel ku ewqasî ji kûçikan bi tirs bû, tu emirê ku gundî kûçikan bi xwedî nekin ne dida. [1070 qaso_sesev] Gotina wî qanûn bû. [1071 qaso_sesev] Û temamê xelkê herêmê jî bêlam û cîm situyê xwe ji van qanûnan re xwar dikirin. [1072 qaso_sesev] Digel vî haweyî dîsa jî wî jiyan li kûçikan serbest kiribû. [1073 qaso_sesev] Bedran û Remo ji bo ku kûçikan bidin hev û wan derxînin derveyî gund, bi nav malan ketin. [1074 qaso_sesev] Gundiyan mercên ku komutanên hidûd û başçawîşê Sitilîlê danîbûn, yek bi yek ezber kiribûn. [1075 qaso_sesev] Ji şertên komutanên hidûd yek jê, gava bigirtana ser gund, bêgotin divabû herkesî kûçikê xwe bi çolê de biterqanda. [1076 qaso_sesev] Gundiyan li ser terqandina kûçikan gelek caran bi tevayî lêdan xwaribûn. [1077 qaso_sesev] Kûçik bi çolê de ne diterqiyan. [1078 qaso_sesev] Hûto ji vê re rêyekê dibîne. [1079 qaso_sesev] Dema ku eskeran digirt ser gund, herkesî kûçikê xwe şibaq dikir û dibirin nav rezê ku li jora gund dima; kûçik bi darên behîvan ve girêdidan. [1080 qaso_sesev] Li gundên ser keviya mayinan, jiyan bi hemû haweyê xwe merez bû. [1081 qaso_sesev] Di her guhertina komutanekî hidûd de her tim hin qedexe dihatin danîn. [1082 qaso_sesev] Gundiyan ji van qedexan re digotin »Qanûnên romê.« Komutanan di gundan de pêşî xwedîkirina hespan qedexe kirin. [1083 qaso_sesev] Dûv re bi şev ronahiya luks û lempê, dûv re çûn û hatina bajêr a bi şevê qedexe kirin. [1084 qaso_sesev] Qedexe ji qedexê veket heta ku giha şevbihêrka gund û lîstika hingulîskê. [1085 qaso_sesev] Gundiyan mîna demên rabihurî ewqasî êdî nema cesaret dikirin ku bi şev ji mala xwe derkevin û li maleke xuyayî şevbihêrkê bikin. [1086 qaso_sesev] Bêî ku Bedran û Remo ji bo biderkirina kûçikan bangî gundiyan bikin, ji xwe ji zû de herkesî kûçikê xwe şibaq kiribû û li gasînê li bendî emirê Bedran rawestiyabûn. [1087 qaso_sesev] Di demên pêşî de, li gasînê kûçikan bêcirî dikirin û pevdiçinîn. [1088 qaso_sesev] Lêbelê di dûv re ew jî hêdî hêdî hîn bûn; ne digel hev bêcîrî û ne jî êdî pêvçûn kirin. [1089 qaso_sesev] Kûçik gihabûn deraxeke wilo têgihiştî, eger ji benda pizûran berpirsiyarê kûçikan Hûto û ji benda hûran jî berpirsiyar Cemşît, ji kûçikan re bigota »Kûçikino esker hatine gund; herin nav rez û heta ku esker li gund bin ji nav rez neyên«, wê kûçikan jî eynî wilo kiribana. [1090 qaso_sesev] Çimkî kûçikê Qasoyê pizûrî Doguj di her gava ku esker dihatin gund, bêî ku hin wî şibaq bikin wî bi xwe bazdida nav rez û hildikişiya ser bena rez li gund temaşe dikir. [1091 qaso_sesev] Dema ku esker ji gund bi rê diketin, wî dikir ewte ewt, rast berê xwe dida gund û dihat mala xwediyê xwe. [1092 qaso_sesev] Pizûrî ji aliyê kûçikan de hinekî dewlemend bûn. [1093 qaso_sesev] Bîst û heft kûçikên wan hebûn. [1094 qaso_sesev] Hûran jî nozdeh kûçikên xwe hebûn. [1095 qaso_sesev] Berpirsiyarê kûçikan Cemşît, berî Hûto bi rê ket. [1096 qaso_sesev] Doguj bi sîne bû. [1097 qaso_sesev] Ji bilî wî kûçikên din hemû şibaq kirîbûn. [1098 qaso_sesev] Doguj mîna ku wê esker wî û hevalên wî gulebaran bikin, ketibû pêşiya karwên, nûze nûz jê dihat û bi lez diçû. [1099 qaso_sesev] Hûto kûçikên xwe li jêra rez û Cemşît jî ên xwe li jora rez bi darên behîvan ve girêdan. [1100 qaso_sesev] Şerîta ku Doguj pê hatibû girêdan li dor deh metroyan dirêj bû. [1101 qaso_sesev] Hûto bi armanca ku Doguj nahtoriyê li hevalên xwe bike, her tim şerîta wî dirêj berdida. [1102 qaso_sesev] Çimkî bi rastî gava kûçikan pevdiçinîn, Doguj jî êrîşî nav wan dikir, hemiyan ji tirsa bi xwe de dimîzt û bêdeng disekinîn. [1103 qaso_sesev] »Me meseleya kûçikan hal kir qomandar. [1104 qaso_sesev] Êdî bi hêsanî hûn dikarin gund saxtî bikin.« [1105 qaso_sesev] Bîçer li himber wan bi haweyê ku ji dinyayê re meydanê bixwîne, çû û hat û darek li kêleka Remo a çepê xist. [1106 qaso_sesev] »Xiyar, ji min re komutanê min bibêje temam!« [1107 qaso_sesev] Barînî pê ket: [1108 qaso_sesev] »Temamdir qomandar!« [1109 qaso_sesev] Bîçer li dor xwe zîzikî, xwe tibabê gazekê bilind kir û cotikî pehîn li defê sênga wî xist. [1110 qaso_sesev] Remo wek celba heriyê bi erdê ve zeliqî. [1111 qaso_sesev] »Lawê qahpikê, komutanê min, komutanê min bibêje temam, hi hi hi!« [1112 qaso_sesev] »Wilehî temam qomandar, ez ê bibêjim...« [1113 qaso_sesev] Bîçer dev jê berneda. [1114 qaso_sesev] Pê li zikê wî kir û xwe bi ser de daqûl kir: [1115 qaso_sesev] »Pêzeveng, pêzeveng, komutanê min komutanê min!..« [1116 qaso_sesev] Remo tam ji derb ket: [1117 qaso_sesev] »Pêzeveng qomandar û qomandar û pêzeveng...« [1118 qaso_sesev] Bi tirkî dizanîbû. [1119 qaso_sesev] Lê ji tirsa lêdanê devê wî ketibû hev, bîr ne dibir bê çi digot. [1120 qaso_sesev] Bîçer ji sih û sê eskeran çar qefil çêkirin û dest bi saxtîkirina gund kir. [1121 qaso_sesev] Qefila wî ji deh eskeran pêk dihat. [1122 qaso_sesev] Pêşî ji mala Celîlê hûrî dest pê kirin. [1123 qaso_sesev] Xaniyê Celîl tam di pêşiya gund de bû. [1124 qaso_sesev] Bi sipehîbûna xwe li temamê xaniyan ferq dikir. [1125 qaso_sesev] Qesirbendê omerî Kopo qesir li ser du tebaqan ava kiribû. [1126 qaso_sesev] Kevirên qesirê hemû sipî, şehkirî û bi hosteyiyek delal li ser hev hatibûn nijinandin. [1127 qaso_sesev] Ji dûr ve qesir diket nav ruyê çiyê, mîna pelekê berfê diyar dikir. [1128 qaso_sesev] »Komutanê min me zeft kir!« [1129 qaso_sesev] Eskeran bergîl şibandibûn hespê. [1130 qaso_sesev] Bi rastî bergîl ji bergîlê bêtir dişibiya kerên Bismilê û hinekî jî hespên kirgizî. [1131 qaso_sesev] Bergîl him reş û qemer û him jî li gor bergîlên adetî pir hûr bû. [1132 qaso_sesev] Kenêr ji bo vê bergîlê digot, »Bêdevjeng dikarim bibêjim, eger ez vê bergîlê bibim mazata Diyarbekirê û wê teslîmî kose û berkosên diyarbekirî bikim, wê bi hêsanî bikaribin bergîlê bifroşin bismiliyan.« [1133 qaso_sesev] Bîçer li bergîlê ecêbmayî mabû! [1134 qaso_sesev] »Ev çi tişt e, ev çawa heywan e!« digot û li dor bergîlê bale bale diçû û dihat. [1135 qaso_sesev] Piştî ku tiştek ji bergîlê fêm ne kir: [1136 qaso_sesev] »Temam! [1137 qaso_sesev] Qaçaxçiyên şevê din ev heywan ji Sûriyê anîne. [1138 qaso_sesev] Gelo kî dizane bê vê heywanê wê bi çiqas pere bifroşin, of aman dayê!« got û kulmek bi argûşka Celîl ve zeliqand. [1139 qaso_sesev] »Begim haşa, lê wilehî tu şaş î yaho. [1140 qaso_sesev] Çar sal e ku ez vê heywanê bi xwedî dikim. [1141 qaso_sesev] Ji başqomandarê Sitilîlê bipirse. [1142 qaso_sesev] Qomandarê min...« [1143 qaso_sesev] Ne hişt ku gotina xwe biqedîne, kulmeke din avêt dev û bi zirt: [1144 qaso_sesev] »Başkomutan nebêje kewaşe! [1145 qaso_sesev] Başçawîş çawa dikarin bibin başkomutan allhumme ya rebî!..« [1146 qaso_sesev] »Pardon yaho pardon, bibexişîne qomandarê min. [1147 qaso_sesev] Erê başçawîş qomandarê Sitilîlê tam neh caran li vê bergîlê siwar hatiye. [1148 qaso_sesev] Ez bi xwe digel bergîlê gelek caran çûme nig başçawîş qomandarê mentîqê. [1149 qaso_sesev] Ji kerema xwe re jê bipirsin begê min...« [1150 qaso_sesev] Ew hîn wilo diaxivîn, ji taxa jor dengê teqîna G3ekê hat. [1151 qaso_sesev] Hema wilo pê re ji nav gund û çarkenarên gund, teqîn bi ezmên ket û bû qîr û qiyamet! [1152 qaso_sesev] Bîçer, Celîl bi ser bergîlê de dahfand û li Bedran û Remo demaçe kişand. [1153 qaso_sesev] Eskeran jî bi dengê herî bilind: [1154 qaso_sesev] »Kesek xwe tev nexircilîne!« gotin û G3ên xwe çep û rast li dor xwe gerandin. [1155 qaso_sesev] Di vê rewşê de hemû bêkip çar deqîqeyan bêtir rawestiyan. [1156 qaso_sesev] Piştî ku teqîn ji bayê xwe ket û yeklibkî bû, Bîçer got: [1157 qaso_sesev] »Esker li pêpîkê xîne!« [1158 qaso_sesev] Xwediyê pêpîkê ew bi xwe bû, wî pêpîk bi kar dianî. [1159 qaso_sesev] Pêpîk bi qasî kabê beranekî mezin pê ve daliqyayî bû, lê wî pêpîk ne didît. [1160 qaso_sesev] Esker piştî ku got »Komutanê min pêpîk li ba te ye«, wî jî rahişt pêpîkê û dirêjî destê eskerê di nêzîkî xwe de kir. [1161 qaso_sesev] »Lêxîne!« [1162 qaso_sesev] Bi dengê pêpîkê re ji bilî eskerên ku li dor gund nahtorî dikirin, hemû bi bazdan hatin û li ber deriyê hewşa Celîl ketin temenê. [1163 qaso_sesev] Bîçer bi qahr: [1164 qaso_sesev] »Ew çi teqîn bû?« [1165 qaso_sesev] Ji nav rêzê eskerekî dirêj î rûgirover û esmer, sê pêyan ber bi wî de qedimî, patev da: [1166 qaso_sesev] »Komutanê min, marekî xwe êrîşî ser min kir; min jî fîşekek berdayê û min ew kuşt.« [1167 qaso_sesev] »Çi çi? [1168 qaso_sesev] De ka dîsa bibêje bê te got çi?« [1169 qaso_sesev] Destê xwe ê rastê ber bi taxa pizûran de dirêj kir: [1170 qaso_sesev] »Aha li wê taxa ha, di axurekî de ji nişkê ve marekî mezin êrîşî ser min kir. [1171 qaso_sesev] Mefera min nema û min jî fîşekek li ser danî.« [1172 qaso_sesev] Ne wek ku wî digot. [1173 qaso_sesev] Mêr êrîşî ser ne kiribû. [1174 qaso_sesev] Xwe li ser kayê kiribû kilofîr û serê xwe di nav kilofîrê de veşartibû. [1175 qaso_sesev] Gava ku mêr dibîne, bêhnçikyayî bazdide devê deriyê kadînê û ji devê derî li ser kayê direşîne. [1176 qaso_sesev] Mar ne kuştibû. [1177 qaso_sesev] Zînê bi ser hiltê ku nema biteqîne. [1178 qaso_sesev] Marê ku Zînê kuştibû, hîn li ser kayê bêlept di halê xwe de bû. [1179 qaso_sesev] Ji bilî qefila Bîçer hin eskeran cercûrek bi temamî û hinekan jî li dor nîv cercûrî, fîşek teqandibûn. [1180 qaso_sesev] Vê teqînê ji herkesî bêtir tesîra xwe li ser zarokan û sewêl kiribû. [1181 qaso_sesev] Lawê Temo Xelîlê şeşsalî ji tirsa bi xwe de mîztibû û hebitî bû. [1182 qaso_sesev] Meyroyê lawik xistibû himbêza xwe, digiriya û nifir dikirin. [1183 qaso_sesev] Sarê hingî ku dev destên xwe kiribû, xwîn ji pişta herdu destên wê diherikî. [1184 qaso_sesev] Hûçikên kirês û pêşmalka xwe bi carekê ve çirandibûn. [1185 qaso_sesev] Destên xwe bi hinc li hêtên oda kilskirî dixist, hêtan ji xwîna wê sor vedabû. [1186 qaso_sesev] »Bi navê xort û zilaman bila kesek di hindur de nemîne, herkes teqeze bê vê derê! [1187 qaso_sesev] Lîsta navan bi min re ye. [1188 qaso_sesev] Eger hema yekî kêm bibînim, ji xwe pêwîst nake ez bibêjim, ez ê pêşî di diya xwe û dûv re jî di dê û jinên we hemiyan biku...im! [1189 qaso_sesev] Temam!» [1190 qaso_sesev] Bîçer piştî ku careke din Bedran û Remo bi nav malan de rê kirin, digel eskeran ve xwe berda ser bênderên jêra gund û esker li hev kom kirin. [1191 qaso_sesev] Şeş esker ji komê tibabê sed metroyekî ber bi jêr de dûr çûn û rawestiyan. [1192 qaso_sesev] Ev eskerên din jî yek kete pey yekî, bûn rêz û rast çûn G3ên xwe teslîmî wan kirin. [1193 qaso_sesev] Di şûna G3an de rahiştin darên berû. [1194 qaso_sesev] Darên ku ji terefî gundiyan hatibûn çêkirin, kelemî bûn. [1195 qaso_sesev] Bêhna goştê insên ji daran dihat. [1196 qaso_sesev] Xwînê li wan vedabû debixî bûn. [1197 qaso_sesev] Di lêdanê de tu carî ne dişikestin. [1198 qaso_sesev] Gundiyan ji lêdana niha re, xwe hîn ji nîvê şevê de amade kiribûn. [1199 qaso_sesev] Wan dizanîbû bê sibehê wê esker çi afatiyê bi serê wan de bînin! [1200 qaso_sesev] Mîna Heso xwarin di qirika gelekan re ne çû bû xwar. [1201 qaso_sesev] Bi teqînê re herkes ketibû hev, nema dizanîbûn bê ê çi bikirana. [1202 qaso_sesev] Tew li ba hinan, heyvanê mêraniyê nema bû; bi carekê ve ji desthilanîn ketibûn. [1203 qaso_sesev] Ji derveyî zarokan kesek raneketibû. [1204 qaso_sesev] Lempên xwe vemirandibûn û li reşê heta sibehê sihurîbûn. [1205 qaso_sesev] Bedran û Remo ji benda hûran bûn. [1206 qaso_sesev] Di rojên ku eskeran digirtin ser gund, bêî ku ji benda hûran hin kes bangî hin kesên ji benda pizûran bikin, pizûrî ji ber xwe ve dihatin nig eskeran. [1207 qaso_sesev] Li gor kevnepoşiyan gava yekî hûrî gazî yekî pizûrî kiriba, ev yeka ha kêmanî dianî ser malbata pizûran. [1208 qaso_sesev] Lewra malbat jî ji hêla hûran ve wê tirsonek bihata qebûlkirin. [1209 qaso_sesev] Herdu malbatan jî xwe ganêre didîtin. [1210 qaso_sesev] Lingê Heso ji ketina şevê din hinekî diariya. [1211 qaso_sesev] Ling werimîbû. [1212 qaso_sesev] Gava qeweta xwe berdida ser ling, tevzînok bi lêş ve hildikişiyan, janê xwe di-da kezebê, çîm direhelî. [1213 qaso_sesev] Lêbelê jana ling û êşkenceya ku wê ji destê eskeran bidîta ji bîr kiribû; ketibû taya ku bi lingê tehenî wê çawa bikarîba derketa pêşberî dijminên xwe. [1214 qaso_sesev] Circîs ew ber bi êvarkî de bijûn dîtibû. [1215 qaso_sesev] Bi zembîlan ax kişandibû ser xênî, li hewşê qutik hûr kiribûn, digel şivên pez rast kiribû, du caran çûbû ser birkê, xwe ji malê vedizîbû, kubikên dagirtî li bestê di nav pîsiyê dabûn û şewitandibûn. [1216 qaso_sesev] Sarê: [1217 qaso_sesev] »Hevalbendên te hemû li gasînê li bendî te sekinîne, zû xwe bide ser hev...« [1218 qaso_sesev] Heso di vê kêlîka ku wê xwe berda ba eskeran, pir dixwest ku Sarê digel wî li ser mêraniyê biaxiviya; navtêdan tê de bêfiranda û çêlî fêrisiya xwe jê re kiriba. [1219 qaso_sesev] »Nîvê hezarî pênc sed e Heso netirse! [1220 qaso_sesev] Av ha li kabê ha li newqê, bide nav, nericife!..« Lê mixabin te digot qey bi geragup lîstiye, kelbetên devê wê venedikir. [1221 qaso_sesev] Sara ku ji eskeran xwîn vedirişiya di vê kêlîkê de nola bûmeke bêdeng li ber menqela êgir xwûz veteqilî bû. [1222 qaso_sesev] Diponijî. [1223 qaso_sesev] Destekî xwe danîbû ser çembilê menqelê û bi destê xwe ê din rahiştibû maşikê, xwelî vedipexirand. [1224 qaso_sesev] Maşik, mîna melhêbê di nav ariyê de dibir û dianî û hildida. [1225 qaso_sesev] Xweliyê girtibû ser rû, rû mermerî vedabû; ji eniyê gilorîkên xwêhdanê hêdî xwe berdidan herxan, ji herxan pir herxên veşartî ayan bûbûn. [1226 qaso_sesev] Di ruyê wê de mirov hemû rê, xaçerê û çivên jiyanê didît. [1227 qaso_sesev] Heso bi dengekî melûl: [1228 qaso_sesev] »Sarê, ma tiştekî ku tu ji min re bibêjî heye?« [1229 qaso_sesev] »Pepûk ew çi kirasê ku te li xwe kiriye! [1230 qaso_sesev] Ew çi çakêtê ku bi ser kirês de ye! [1231 qaso_sesev] Te porê min kurkiro ma qey tu ê biçî dawetê! [1232 qaso_sesev] Te aqilê xwe xwariye, ev çi ye!..« [1233 qaso_sesev] Heso hinekî serxweçûyî bûbû. [1234 qaso_sesev] Di rojên ku eskeran bigirta ser gund divabû şerwal li xwe kiribûya. [1235 qaso_sesev] Her tim jî wilo dikir. [1236 qaso_sesev] Çimkî di êşkencê de kirês wê sitara xwe lê ne kiriba. [1237 qaso_sesev] Felaqe hebû. [1238 qaso_sesev] Di felaqê de qûn belbelot dibû. [1239 qaso_sesev] Daliqandina serserkî hebû. [1240 qaso_sesev] Eskeran termikî ew bi dû xwe de dikişkişandin. [1241 qaso_sesev] Li wan siwar dibûn û ew li dor gund digerandin. [1242 qaso_sesev] Bi dû panzêr û cemsên xwe ve jî girêdidan. [1243 qaso_sesev] »Keçê Sarê bi şêxê erdê li Bexdayê, tu jineke pir delal î! [1244 qaso_sesev] Te bêhna min derxist, lê. [1245 qaso_sesev] Bi telaq min hîç bîra ku şerwêl li xwe bikim ne biribû...« [1246 qaso_sesev] Ji gasînê, Luqmên bang kir: [1247 qaso_sesev] »Yabo yabo, de ka were! [1248 qaso_sesev] Hûrî hemû li ser bênderê bûne rêz, pîrek derketine ser xaniyan, em hemû li hêviya te ne...« [1249 qaso_sesev] Luqman nixuriyê Heso bû. [1250 qaso_sesev] Çil û sê salî bû. [1251 qaso_sesev] Mirovekî ji xwe razî û hinekî jî dengbêj bû. [1252 qaso_sesev] Dengê wî dişibiya dengê Îsa Berwarî. [1253 qaso_sesev] Armanca Luqman ku bavê xwe têxista nav ref û garankî bimeşiyana da ku kulkulî diyar ne kiriba. [1254 qaso_sesev] Lewra li cem eskeran bikuliya jî xem ne dikir. [1255 qaso_sesev] Çimkî dijminan wê ev seqetiya ha di derbarê lêdanê de bihesibandana. [1256 qaso_sesev] Heso ev bîr ne biribû. [1257 qaso_sesev] Luqmên bêhna xwe teng kir, ji komê veqetiya û bi bazdan hat hindur: [1258 qaso_sesev] »Yabo Xwedê ji te razî be, eger tu ê bê were, na eger tu ê neyê em ê herin. [1259 qaso_sesev] Te em bi dereng xistin...« [1260 qaso_sesev] »Lawo temam temam. [1261 qaso_sesev] Tu ka derkeve ez ê va bêm. [1262 qaso_sesev] Qîza min Meyro, tu jî derkeve.« [1263 qaso_sesev] Hindur bi wî û jina wî ma. [1264 qaso_sesev] Heso wek zarokekî xwe xist himbêza Sarê, bi herdu destên wê girt, danî ser dilê xwe, eciqand û bi kelûgirî got: [1265 qaso_sesev] »Sarê ez xulamê te bim, ez kolê te bim tu ê neyê nav eskeran. [1266 qaso_sesev] Binere vî qewadê qomandarê hidûd qebza demaçê li serê te xist, serî şikest. [1267 qaso_sesev] Dikarîbû tu bikuşta jî. [1268 qaso_sesev] Wilehilezîm eger di vê carê de jî tu derkevî himberê wî qewadî, wê te bikuje. [1269 qaso_sesev] Sarê ji min re soz bide, gidî ji malê dernekeve ez di bextê te de...« [1270 qaso_sesev] »Na na, ez dernakevim.« [1271 qaso_sesev] Heso li ser gotina Sarê şerwal li xwe kiribû. [1272 qaso_sesev] Şerwal qahweyî bû. [1273 qaso_sesev] Mirovekî wek tayikekî dirêj, zirav û li hevhatî bû. [1274 qaso_sesev] Bi wê rîha xwe a melkesî, derba fîlozofan pê diket. [1275 qaso_sesev] Sarê gava ew kiribû dilketibûyê. [1276 qaso_sesev] Heso jî dilketibûyê. [1277 qaso_sesev] Şerwal lêdiçû; lê ne di vê carê de. [1278 qaso_sesev] Navrana şerwêl hinekî ji qiyasê der, fireh û daketîbû. [1279 qaso_sesev] Gava dimeşiya bê li nav şeqan dixist navran ji paş ve mîna sîwanê vedibû; gavên ku girs diavêtin, sîwanê radigirt hûr dihûnand, meşa wî dibû wek a siltanan. [1280 qaso_sesev] Qutikê wî ji kirasê Meyro şê bû. [1281 qaso_sesev] Jina Luqman Fatê, berstik dirêj û girover qusandibû. [1282 qaso_sesev] Qutik ji qutik bêtir dişibiya berdilka zarokên dibistana gund. [1283 qaso_sesev] Berstikan xwe berdabû heta bi serê çiçikên wî; ji dûr ve mîna du xencerên kalankirî diyar dikirin. [1284 qaso_sesev] Xwestibû ku sako li xwe bike, lê Sarê ne hiştibû. [1285 qaso_sesev] Çakêtê Temo lê kiribû. [1286 qaso_sesev] Şekala derbê şimikî di lingan de bû. [1287 qaso_sesev] Xwe xistibû talda Luqmên û hevalbendê xwe Xelef, di nav komê de ditewtihî û ber bi komutan de dihat. [1288 qaso_sesev] Komutan bi zirt: [1289 qaso_sesev] »Pîsên heram bi lez werin! [1290 qaso_sesev] Li dor du seetan çêbû ku ez li vir li bendî we sekinîme! [1291 qaso_sesev] Bênamûsino, bêşerefino ê ne ez ê we bixwim, bixwim bixwim!..« [1292 qaso_sesev] Komutan her gav, berî ku dest bi lêdanê dikir, bi haweyê ku wan ji desthilanîn bixîne, pir xeber didan. [1293 qaso_sesev] Gundî baş nas dikirin. [1294 qaso_sesev] Serê berberiya di gund de kê û ne kê dikişand? [1295 qaso_sesev] Û mamosteyên fêrgeha fîtne û fesadiyê kî bûn? [1296 qaso_sesev] Nas dikir. [1297 qaso_sesev] Di keft û lepta gundiyan de derdixist ku xelkê herêmê, çendî jê ditirsin! [1298 qaso_sesev] Gava li ser hidûd dibû teqîn, di van kêlîkan de gundiyan çawa xof digirt, zarok çawa dilerizîn bi hemî dizanîbû. [1299 qaso_sesev] Tarîxa malbata hûr û pizûran û ên derdor ji Heso û Circîs çêtir dizanîbû. [1300 qaso_sesev] Kultura kurdî dinasî. [1301 qaso_sesev] Navê şahirên kurd, ji van şahiran ên navdar, kî li ku jiya bû û li ku derê bi gor bûbû dizanîbû. [1302 qaso_sesev] Ji xelkê herêmê pir didexisî. [1303 qaso_sesev] Lêbelê ewqasî jî ji muzîka kurdî hez dikir. [1304 qaso_sesev] Heyranê Meyremxana dengbêj û Hesenê Cizîrî bû. [1305 qaso_sesev] Di rojên şem û yekşeman de digel yuzbaşiyê tabûrê li bendava Nisêbînê li ber muzîka Meyremxan û Hesenê Cizîrî araq vedixwar. [1306 qaso_sesev] Bîçer li herêmê xwedî desthilatiyeke bêsînor bû. [1307 qaso_sesev] Xelk, mîna ku cin ji hesin bitirse wilo ji wî û yuzbaşiyê tabûrê ditirsiyan. [1308 qaso_sesev] Bîçer gava bixwesta, dikarîbû di bîst û çar seetan de di nav gundiyan de aşitî pêk bianiya. [1309 qaso_sesev] Çimkî di sala ku Aydin Guzel du mehekî bûbû komutanê hidûd, ji herêmê berberî rakiribû. [1310 qaso_sesev] Bi gundiyan qedemgeh kola bû. [1311 qaso_sesev] Di mala her gundiyekî de qedemgehek hebû. [1312 qaso_sesev] Bi gundiyan dar diçand. [1313 qaso_sesev] Pere ji wan xwestibû ku bi sondajê, li gelek gundan avê ji bin erdê derxîne... Herkesî ji dil û can jê hez kiribû. [1314 qaso_sesev] Bêjeya »Aydin« bi wî ketibû herêmê. [1315 qaso_sesev] Xelkê, navê wî li zarokên xwe kiribû. [1316 qaso_sesev] Eskeran zoravî têkilhev rêz kirin. [1317 qaso_sesev] Heso û Circîs di serê rêzê de anîn kêleka hev. [1318 qaso_sesev] Di tenişta Luqmên a çepê de Îdrîsê lawê Circîs, di navbera Îdrîs û Temo de Hesûkê lawê Circîs, di temenê de repikî rawestiyabûn. [1319 qaso_sesev] Bedirxan li kêleka xalê xwe Circîs û Haco jî li kêleka xalê xwe Heso cih girtibû. [1320 qaso_sesev] Bîçer mîna ku gundî hemû mirîşk û ew jî dîk be dorhawêr disûrikî. [1321 qaso_sesev] Ji kîn û buxzê reş vedabû! [1322 qaso_sesev] Çavên wî ji ên beytikekî bêtir dilîstin; çav mîna du bizotan di kortikan de bel bûbûn. [1323 qaso_sesev] Devê wî ne diket hev bêyefş diaxivî. [1324 qaso_sesev] Kef bi dev ketibû. [1325 qaso_sesev] Ji peşkên kefa devê wî, rîha Heso mîna daristana ku di bin berfê de bimîne, belek diyar dikir. [1326 qaso_sesev] Mirov ji kufîniya ku jê dihat heybet digirt! [1327 qaso_sesev] Te digot qey ne insan e, mar e ev. [1328 qaso_sesev] Ji rengê insên derketibû. [1329 qaso_sesev] Bîçer, piştî ku ji eskerên xwe re got: [1330 qaso_sesev] »Di pêşberî van xiyaran de sef bigirin!« çend gavekî ji gundiyan bi dûr ket û bi çavan hejmara wan kir. [1331 qaso_sesev] Dûv re ber bi Circîs ve qedimî; dar di nav parxwanên wî de werkir û bi weş pehînek li zikê Heso xist. [1332 qaso_sesev] Hejmar her tim bi dêr dibû. [1333 qaso_sesev] Lêbelê vê carê bi pehînê bû. [1334 qaso_sesev] »Weh ev çi ye! [1335 qaso_sesev] Hejmar kêm derket!!« [1336 qaso_sesev] Hejmar temam bû, lê wî xwe ji qazî ve xaşomaşî dikir. [1337 qaso_sesev] Tam pêncî û heft pehîn li zikê wan xistibû. [1338 qaso_sesev] Di lîsta wî de ji xwe navê pêncî û heyşt kesî hebû. [1339 qaso_sesev] Ji serî de dizanîbû ku pêncî û heft kes li vir amade bûne. [1340 qaso_sesev] Bêî ku gundî pê bizanibin bi çavan ew hejmartibûn. [1341 qaso_sesev] Bîçer ji dawiya rêzê bi bazdan ber bi Circîs de çû, li hindama Hemoyê pizûrî terpilî û devdevkî çû erdê. [1342 qaso_sesev] Mîna ku Hemo ew xistibe, awir tê firand; serê xwe bi haweyê ku »Ez ê bêhneke din te bipelixînim kûçik lawê kûçikan«, hejand û dîsa ji Circîs dest bi hejmarê kir. [1343 qaso_sesev] Vê carê jî bi dêr kir. [1344 qaso_sesev] Dar bi hinc diavêt berstika sitû, barînî bi wan diket. [1345 qaso_sesev] Xuya bû ku ji êşkencê zewqeke bêsînor distend; çimkî gava yekî ku barîn jê dihat, wî hejmar dikir dudu û hîn bi hinctir lê dixist. [1346 qaso_sesev] Di vê navê re bi dêr, pehîn jî diavêtin. [1347 qaso_sesev] Hemo ji ber pehînên wî temene xerab kiribû. [1348 qaso_sesev] Ruyê wî ji xwêhdanê şil bûbû. [1349 qaso_sesev] Bi destê xwe ê çepê zikê xwe diguvaşt. [1350 qaso_sesev] Di hindurê xwe de li hev diqulipî, xwûz bûbû. [1351 qaso_sesev] Xwêzî li ser xwêziyê dadiqurtand û diranên xwe bi ser hev de diqiriçandin. [1352 qaso_sesev] Pehîna çaran, xwe bi nav hinavên wî de kûr berdabû. [1353 qaso_sesev] Qolincan hinav zeft kiribûn, erq dihatênê. [1354 qaso_sesev] Bêhna wî zor derdiket. [1355 qaso_sesev] Hilm bi carekê ve bûbûn ax û keser; ax û keseran mejî xemrevî dikir û Hemo li ser pêyan disekinandin. [1356 qaso_sesev] Li ser çiyayê omeriyan ewrên ku ji hêla serhedê ve wek latên zinaran perçe bi perçe tên, kom dibin. [1357 qaso_sesev] Piştî ku xwe gêr dikin, hêdî hêdî xwe ji hev vedikişînin û bi ezmên de belav dibin. [1358 qaso_sesev] Ro ji ewran diyar nake. [1359 qaso_sesev] Ezman belek bûye. [1360 qaso_sesev] Mîna ku şevê din baran ne hatibe, ji axê hîç bêhna baranê nayê. [1361 qaso_sesev] Teyrikan ji zû de ser bênderan terk kirine. [1362 qaso_sesev] Ne kewek dixwîne û ne jî çûkek li hewa dilîze. [1363 qaso_sesev] Kevok nafirin. [1364 qaso_sesev] Ji çiyê mij bilind dibe. [1365 qaso_sesev] Sura bayekî sar ji devê newalê dide der, goristana gund dialêse û bi ser gund de dixurbile. [1366 qaso_sesev] Devê newalê mîna devê cenewarekî, bi haweyê ku Zorava dabelihîne ji hev bûye! [1367 qaso_sesev] Gund qerisî û rûsar e; bi tenê ji bixêrîka Cemşîtê şivan dixaneke reş hilor dibe. [1368 qaso_sesev] Xuya dike ku tepikan dişewitînin. [1369 qaso_sesev] Dixan di nav valaya ezmên de zû belav dibe. [1370 qaso_sesev] Zarok mîna pelên daran diricifîn. [1371 qaso_sesev] Belkî jî ev ricif ne ji sermê be. [1372 qaso_sesev] Lêbelê bavên wan ji xwehdanê bûne av. [1373 qaso_sesev] Dayik ji xwêhdanê bûne av. [1374 qaso_sesev] Li kabên xwe dixînin, neperûşkan ji ruyê xwe didin, porê xwe dikişkişînin. [1375 qaso_sesev] Tew hin ji wan, por bi ser xwe de kur dikin. [1376 qaso_sesev] Bi sênga xwe girtine û berzûrî Xwedê dibin. [1377 qaso_sesev] Heso serê xwe bilind rakir û bi haweyekî ji xwe razî peyivî: [1378 qaso_sesev] »Komutanê min bibexişîne, ma ez dikarim bi te re hinekî serbest biaxivim?« Komutan ber pê de çû, darê xwe tam di zikê wî rakir, madê ku tirş bû tirştir kir û bi zirt: [1379 qaso_sesev] »Erê tu dikarî serbest biaxivî!« [1380 qaso_sesev] Heso êdî mîna şevê din ne ditirsiya. [1381 qaso_sesev] Ji komutên sawa xwe revandibû. [1382 qaso_sesev] Serê xwe bi ser komutan de tewand, ziq li çavên wî nerî û bi herdu destan: [1383 qaso_sesev] »Tu baş dizanî ku li vî gundî tu mirov qaçaxê nake. [1384 qaso_sesev] Ji bo xatirê Xwedê û pêxember bes e te em helikandin!..« [1385 qaso_sesev] Ew hîn wilo diaxivî dixwest bibêje, »Em jî ji vî welatî ne, em salyana xwe didin dewletê, em ji dewletê re eskeriyê dikin; me ev welat ji destê kafirên ingilîz û frensiyan xelas kir, bes vê zilmê li me bike!..« komutan xwe ne girt, bi dev û pê û lepan êrîşî ser kir û ew da ber hev. [1386 qaso_sesev] Ji xwe Heso hîn bi kulma pêşî re li erdê veziliyabû. [1387 qaso_sesev] Rîha wî ji qurm de zeft kiribû û serê wî li erdê dixist. [1388 qaso_sesev] Sûcekî mezin kiribû. [1389 qaso_sesev] Bi komutanan re, bedêla xeberdaneke wilo, kuştinbû. [1390 qaso_sesev] Circîs jî bi vê lêdana ku Heso dixwar, kêfa xwe dianî û di bin simbêlan re dikeniya. [1391 qaso_sesev] Heso cara ku damara wî a mêraniyê digirt, dida nav. [1392 qaso_sesev] Lêbelê ew damar ji sedî sed kin bû, ji ber ku di cih de jî poşmaniya xwe dianî. [1393 qaso_sesev] »Begê min, begê min gotinek bû û ji devê min reviya; min efû bike, efû efû...« Fêde ne kir. [1394 qaso_sesev] Bîçer piştî ku têra xwe lê xist, got: [1395 qaso_sesev] »Lawê min esker, zû wê lîsta navan werîne!« û wek qantireke şemûs li dor xwe zîvirî. [1396 qaso_sesev] Ji zîqîniya potîna wî, Sadiq diranên xwe bi ser hev de diqiriçandin. [1397 qaso_sesev] Emirberê wî Hesen Çawîş, bi lez dosyeke mezin da dest. [1398 qaso_sesev] Bergê dosyê reş bû. [1399 qaso_sesev] Mîna ku dosya kevin bû, qiraxên wê ên çepê hinekî kelpitî bûn. [1400 qaso_sesev] Bîçer nola karmendê hecizê, pel li hev qulipandin û bi qêrîn: [1401 qaso_sesev] »Ez ê aniha navê we hemiyan bixwînim: Ê li vir ‘ez li vir im’ bila bibêje! [1402 qaso_sesev] Dengê min tê we pûştino!« [1403 qaso_sesev] Ji bilî Heso, Circîs û mele Salar hemiyan: [1404 qaso_sesev] »Dengê te tê me qomandarê min« got û komutên dest bi xwendina na-van kir: [1405 qaso_sesev] »1. [1406 qaso_sesev] Circîs Aslan!« [1407 qaso_sesev] »Li vir e.« [1408 qaso_sesev] »2. [1409 qaso_sesev] Ridvan Aslan!« [1410 qaso_sesev] »Li vir e.« [1411 qaso_sesev] »3. [1412 qaso_sesev] Hasan Aslan!« [1413 qaso_sesev] »Li vir e.« [1414 qaso_sesev] »4. [1415 qaso_sesev] Necîm Aslan!« [1416 qaso_sesev] »Hihi qomandarrr!« [1417 qaso_sesev] Ji bêvila Necîm xwîn dihat. [1418 qaso_sesev] Xwe daqûl kiribû û bi herdu destan bêvila xwe zeft kiribû. [1419 qaso_sesev] Komutan dosye firand ser çavên Circîs, kulmek pê ve zeliqand û mîna marekî teyar ber bi Necîm de herikî: [1420 qaso_sesev] »Qewad lawê qewadan, tu çawa dikarî wilo bi min re biaxivî!..« [1421 qaso_sesev] Necîm xwest ku bibêje »Qomandarê min, yaho wilehî min ne ji tiştekî wilo got«, komutan rê neda axavtina wî, xwe metroyekê ji erdê bilind kir û cotikî pehîn avêtin nav şeqên wî. [1422 qaso_sesev] Necîmê şêstsalî sê, çar qulpan di ser hev re qulipî. [1423 qaso_sesev] Bi qulipandina pêşî re çena wî li kevir ket; taximê diranan ji dev pengizîn. [1424 qaso_sesev] Mîna gayê ku xerab ketibe, li ser piştê veziliya û bi dest û pêyan li himber darên wî kêferat kir. [1425 qaso_sesev] »Temenê xerab nekin! [1426 qaso_sesev] Xweşik bersiva min bidin pûştino!« got û dîsa dest bi xwendina navan kir: [1427 qaso_sesev] »5. [1428 qaso_sesev] Etman Aslan!« [1429 qaso_sesev] »Li vir e.« [1430 qaso_sesev] »6. [1431 qaso_sesev] Cemîl Aslan!« [1432 qaso_sesev] »Li vir e.« [1433 qaso_sesev] »7. [1434 qaso_sesev] Halîm Aslan!« [1435 qaso_sesev] »Li vir e.« [1436 qaso_sesev] »8. [1437 qaso_sesev] Cidan Aslan!« [1438 qaso_sesev] »Li vir e.« [1439 qaso_sesev] Bîçer pelxemek di Cidhan de werkir: [1440 qaso_sesev] »Ev çi nave?« got û virikî darê xwe avêtê. [1441 qaso_sesev] Darê wî li ser çavê Helîmo ket. [1442 qaso_sesev] »9. [1443 qaso_sesev] Cemşît Aslan!« [1444 qaso_sesev] Wî bi dengekî pêt: [1445 qaso_sesev] »Temamdir Cemşodir qomandar im.« [1446 qaso_sesev] Bîçer ji cihê ku sekinîbû got: [1447 qaso_sesev] »Ooohe çêlê« û pê ve qedimî. [1448 qaso_sesev] Pêşî bi guhê wî girt û firkand. [1449 qaso_sesev] Dûv re kulmek avêt devê wî û dîsa çû di pêşberî Remo de rawestiya. [1450 qaso_sesev] Xwîn ji devê Cemşît herikî. [1451 qaso_sesev] Newêrîbû xwîna xwe paqij bikira. [1452 qaso_sesev] »10. [1453 qaso_sesev] Bedran Aslan!« [1454 qaso_sesev] »Li vir e.« [1455 qaso_sesev] »11. [1456 qaso_sesev] Remo Aslan!« [1457 qaso_sesev] »Li vir e.« [1458 qaso_sesev] Circîs bi hêdîka pişta situyê xwe xwirand. [1459 qaso_sesev] Xwe bi ser hev de şidand, xwest ku biaxive, dev ji axavtinê berda û bi lez destê xwe ê rastê avêt kêleka xwe a çepê. [1460 qaso_sesev] Sipiyek girt. [1461 qaso_sesev] Sipiyê xerab dev lê kiribû. [1462 qaso_sesev] Şûna geza wê bi qasî mohrekê fireh, kew vedabû. [1463 qaso_sesev] Xwe dixwirand û di dilê xwe de digot »Mîratê, ma niha wextê vî îşî bû qey!« [1464 qaso_sesev] »Qomandarê min efû bike; ma ez dikarim tiştekî ji te re bibêjim?« [1465 qaso_sesev] Bîçer dosye da dest Hesen Çawîş û li pişt Circîs sekinî. [1466 qaso_sesev] Piştî ku bi hejmar pênc dar li termaza wî xistin, ji Hesen Çawîş re »dewam bike« got. [1467 qaso_sesev] »12. [1468 qaso_sesev] Osman Aslan!« [1469 qaso_sesev] »Li vir e.« [1470 qaso_sesev] »13. [1471 qaso_sesev] Ahmet Aslan!« [1472 qaso_sesev] Ehmed bêhnçikyayî destê xwe bilind kir: [1473 qaso_sesev] »He he qomandar!« got û serê xwe berda ber xwe. [1474 qaso_sesev] Bîçer bi bazdan li ber sekinî. [1475 qaso_sesev] Bi herdu milên wî girt û bi qahr kaboka xwe di zikê wî werkir. [1476 qaso_sesev] Ehmet wek çûkekî firiya dera ha û di ser hev re qulopazîbû. [1477 qaso_sesev] »14. [1478 qaso_sesev] Îbrahim Aslan!« [1479 qaso_sesev] »Li vir e.« [1480 qaso_sesev] »15. [1481 qaso_sesev] Celîl Aslan!« [1482 qaso_sesev] »Li vir e.« [1483 qaso_sesev] »Rawest e!« Çawîş veciniqî, devê wî ket hev û li komutên nerî. [1484 qaso_sesev] Komutan pêşî serê dêr di devê Circîs de rakir, dar qederê tiliyekê di devê wî de çû. [1485 qaso_sesev] Dûv re jî bi zirt: [1486 qaso_sesev] »Tu serbest dikarî bibêjî bê te ê çi bigota!« [1487 qaso_sesev] Circîs di bin çavan re li Heso nerî. [1488 qaso_sesev] Heso mîna ku dizanîbû Circîs wê çi bibêje, xwe avêt wê navê û peyivî: [1489 qaso_sesev] »Qomandarê min di axuran de heywan helikîn; destûrê bide ku pîrekên me van heywanan derxînin çêrê.« [1490 qaso_sesev] Komutan xwe çirçirand û xwe çitikî li erdê xist: [1491 qaso_sesev] »Dîsa tu, dîsa tu ha!« got, şiqamek di Heso werkir û berê xwe dîsa da Circîs. [1492 qaso_sesev] Vê carê jî bêî ku dar têxe devê wî, emir kir: [1493 qaso_sesev] »Bibêje!« [1494 qaso_sesev] »Bi rastî min ê jî ew gotin bigota qomandarê min.« [1495 qaso_sesev] Wî dizanîbû bê ew gotina kê dubare dike. [1496 qaso_sesev] Ji qazî ve: [1497 qaso_sesev] »Kîjan gotin?« [1498 qaso_sesev] Heso di çepê Circîs de rawestiyabû. [1499 qaso_sesev] Circîs berê xwe da hêla rastê û bi herdu destan Heso işaret kir: [1500 qaso_sesev] »Gotina vî zilamî yanî.« [1501 qaso_sesev] Bîçer bi herdu kêlekên xwe girtin, oxînek kişand û li ezmên nerî. [1502 qaso_sesev] Ewrên reş û sipî xwe bi ser Zorava de nêzîk berdabûn û digeriyan. [1503 qaso_sesev] Mîna ku ewran bi heyvê re dilîst; geh xwe dadidan ser heyvê heyv dinixumandin geh xwe diavêtên jor, heyv li jêra xwe dihiştin, mirov tê dernedixist ku heyv li jora ewran an ewr li jêra heyvê dimînin. [1504 qaso_sesev] Bêî ku Circîs bibersivîne: [1505 qaso_sesev] »Lawê min esker, ji cihê ku tu lê sekinîbû bidomîne« got û ber bi Sadiq de meşiya. [1506 qaso_sesev] »16. [1507 qaso_sesev] Cimo Aslan!« [1508 qaso_sesev] »Li vir e.« [1509 qaso_sesev] »17. [1510 qaso_sesev] Îdrîs Aslan!« [1511 qaso_sesev] »Li vir e.« [1512 qaso_sesev] »18. [1513 qaso_sesev] Hesûk Aslan!« [1514 qaso_sesev] Hesûk di tenişta Sadiq de rawestiyabû. [1515 qaso_sesev] Te digot qey dixwaze tiştekî bibêje, lê mîna zarokekî serşîrî dev nagere. [1516 qaso_sesev] Ziq li Çêwîş dinerî û deng ne dikir. [1517 qaso_sesev] Çawîş du caran navê wî xwend. [1518 qaso_sesev] Sadiq ziqitand Hesûk ku biaxive, lê ew dîsa bi xwe şiyar ne bû. [1519 qaso_sesev] Sadiq ji dêvla wî ve got: [1520 qaso_sesev] »Hesûk Li vir e« û digel Ehmedê hûrî bi dizî kire piste pist: [1521 qaso_sesev] »Hevalê we ji desthilanîn ketiye birako.« [1522 qaso_sesev] »Wilo mebêje Sadiq, Hesûk dîkê neqeba ye« [1523 qaso_sesev] »Tirtir, erê lo tu rast dibêjî. [1524 qaso_sesev] Di wextekî de dîkekî min î qoqo hebû. [1525 qaso_sesev] Karê wî ji sibehê heta ku dibû êvar, wê li hewşê zelq bikira û piştî ku zelq dikir, îcar hildikişiya ser neqebê û ziq li zelqa xwe dinerî...« [1526 qaso_sesev] Ehmed bi Sadiq re nikarîbû derxista serî. [1527 qaso_sesev] Bi qerfan himberê Sadiq, Mîrzoyê mitirb û Remo bû. [1528 qaso_sesev] Sadiq û Remo ji tirsa serekmalbatan nikarîbûn digel hev biaxiviyana. [1529 qaso_sesev] Mîrzoyê mitirb jî dûrî wî bû. [1530 qaso_sesev] Hesûk hîn bi xwe şiyar ne bûbû. [1531 qaso_sesev] Bîçer li ber rawestiya. [1532 qaso_sesev] Xwe li ser lingê rastê zîzikand û heta ku jê hat şiqamek tê firand. [1533 qaso_sesev] Şiqama wî dengê çapiliyekê veda. [1534 qaso_sesev] Barînî bi Hesûk ket û bi ser Sadiq de kumişî. [1535 qaso_sesev] Sadiq ew zeft kir, ne hişt ku bikeve erdê. [1536 qaso_sesev] Bîçer dîsa lê xist, lê vê carê jî bi dar û pehînan. [1537 qaso_sesev] »Hewarê qomandarê min! [1538 qaso_sesev] Ma sûcê min çi ye, sûcê min!..« [1539 qaso_sesev] Komutan dizanîbû bê çi dike. [1540 qaso_sesev] Armanca wî lêdan û çavtirsandinî bû. [1541 qaso_sesev] Hesûk, Hesen Çawîş ne bersivandibû. [1542 qaso_sesev] Ji komutên re li hev hatibû. [1543 qaso_sesev] Piştî ku ew baş nermijand: [1544 qaso_sesev] »Çawîş dewam bike got« û li ber Sadiq sekinî. [1545 qaso_sesev] »19. [1546 qaso_sesev] Sabrî Aslan!« [1547 qaso_sesev] »Li vir e.« [1548 qaso_sesev] »20. [1549 qaso_sesev] Fesîh Aslan!« [1550 qaso_sesev] »Li vir e.« [1551 qaso_sesev] Bîçer ber bi Fesîh de çû: [1552 qaso_sesev] »Îcar ev çi nav e qûn! [1553 qaso_sesev] Tu çima vî navê xwe ê qûnekî naguherînî h?!« got û kulmek li defa sênga wî xist. [1554 qaso_sesev] Fesîh serqûnkî ket, bi sênga xwe girt û serê xwe xist erdê. [1555 qaso_sesev] Bêhnekê wilo ma. [1556 qaso_sesev] Dûv re dîsa rabû ser xwe, lê qiloç sekinî. [1557 qaso_sesev] »21. [1558 qaso_sesev] Haco Aslan!« [1559 qaso_sesev] »Li vir e.« [1560 qaso_sesev] Hesen Çawîş tiliya xwe danî ser navê Bozan, li jora gund nerî û bi xar dîsa dest bi xwendinê kir: [1561 qaso_sesev] »22. [1562 qaso_sesev] Bozan Aslan!« [1563 qaso_sesev] »Li vir e.« [1564 qaso_sesev] »23. [1565 qaso_sesev] Esat Aslan!« [1566 qaso_sesev] »Li vir e.« [1567 qaso_sesev] »24. [1568 qaso_sesev] Şakîr Asma!« [1569 qaso_sesev] »Li vir e.« [1570 qaso_sesev] »25. [1571 qaso_sesev] Ekrem Kaçar!« [1572 qaso_sesev] »Li vir e.« [1573 qaso_sesev] Bîçer xwe bi ser hev de guvaşt û qêriya: [1574 qaso_sesev] »Ulen Kaçar! [1575 qaso_sesev] Bazde bê tu çiqasî xurt e!« [1576 qaso_sesev] Ekrem fêm ne kir. [1577 qaso_sesev] Li sênga xwe xist û bi tirkiyeke têkil kurdî: [1578 qaso_sesev] »Yaho wilehî qomandar, ez Ekremdir Ekrem!« [1579 qaso_sesev] Bîçer bêî ku tiştekî bibêje, darek li hestiyê çîmê wî ê birçî xist û xwe paş de çeng kir. [1580 qaso_sesev] Şemitî. [1581 qaso_sesev] Lêbelê zû bi xwe ve giha, ne ket. [1582 qaso_sesev] Di vê navê re pîrekên taxa jorîn jî dabûn dû conegayekî sor û xişin. [1583 qaso_sesev] Conega dioriya û di derdora xwe de poş werdikirin. [1584 qaso_sesev] Piştî ku conega poşek li zikê jina Kazimê pizûrî Hilalê xist, berê xwe rast da nav koma eskeran, oriya û bi telebê hat. [1585 qaso_sesev] »Lawê min nobedar! [1586 qaso_sesev] Wî bikuje!« [1587 qaso_sesev] Du eskerên bi G3 li ber conegayê Kazim veteqilîn û lê girêdan. [1588 qaso_sesev] Conega bi çar gulan avêtin erdê. [1589 qaso_sesev] Kazim bi kelûgirî: [1590 qaso_sesev] »Qomandarê min destûrê bide me, da em wî ser jê bikin; xebînetê bila heram neçe.« [1591 qaso_sesev] Bîçer xwe li vê gotinê hayî ne kir. [1592 qaso_sesev] Ber bi Heso û Circîs de meşiya, darê xwe hejand û bi qahr: [1593 qaso_sesev] »Ev conegayê lawê kîjan teresî bû?« [1594 qaso_sesev] Circîs devê xwe tije kir ku bibêje »Ez nizanim«, Heso berî wî peyivî: [1595 qaso_sesev] »Te conegayê min kuşt. [1596 qaso_sesev] Îcar bihêle ku em ser jê bikin...« [1597 qaso_sesev] Gava ku Heso diaxivî, wî jî serpozka potîna xwe bi hinc li erdê dida. [1598 qaso_sesev] Ji serpozkê pirik bi ser Heso de çeng dibû. [1599 qaso_sesev] Mîna ku Heso virikî bû be, nav şeqan ji pirikê zer dikir. [1600 qaso_sesev] Bîçer artîskî çû û hat: [1601 qaso_sesev] »Tereso hîn diaxive jî hi! [1602 qaso_sesev] Ji dêvla ku conegayê xwe ê bêterbiye di êxur de girêbida, tew îcar wî diparêze jî!..« û li ser hev pênc şiqam li şûna hev dan. [1603 qaso_sesev] Heso ji ber şiqamên wî tewtihî û gêj bû. [1604 qaso_sesev] Her ku wî şiqamek lê dida, ew rimekê çeng dibû. [1605 qaso_sesev] Bi şiqama dawî re serpiştkî li erdê veziliya û bi paş serê xwe girt. [1606 qaso_sesev] Serê wî li qiraxa tahtê ketibû. [1607 qaso_sesev] Serî ne şikestibû, lê bi qasî heshesûkekê werimî bû. [1608 qaso_sesev] Kubika werimî di serî de ji dûr ve diyar dikir. [1609 qaso_sesev] »26. [1610 qaso_sesev] Hamît Tilkî!« [1611 qaso_sesev] »Li vir e.« [1612 qaso_sesev] »27. [1613 qaso_sesev] Feremez Kartal!« [1614 qaso_sesev] »Li vir e.« [1615 qaso_sesev] »28. [1616 qaso_sesev] Bahyeddîn Kuş!« [1617 qaso_sesev] »Li vir e.« [1618 qaso_sesev] »29. [1619 qaso_sesev] Fehmî Tavşan!« [1620 qaso_sesev] »Li vir e.« [1621 qaso_sesev] Bîçer herdu destên xwe pev re hildan: [1622 qaso_sesev] »Hop hop, ev çi qewimî yaho! [1623 qaso_sesev] We vir tij heywan kirin, heywan lawê heywanan!« û xwe bi ser hev de kilkiland. [1624 qaso_sesev] Hesen Çawîş rawestiya û çavên xwe li ser komê gerandin. [1625 qaso_sesev] Di lîsta wî de navê mamoste û melê gund bi qelema sor hatibû nivîsandin. [1626 qaso_sesev] Gava navên ku bi qelema sor bihatana nivîsandin, wê rabestinên komutên li himber van bi temamî cihê ba. [1627 qaso_sesev] Lê digel ku navê melê bi vî haweyî nivîsandîbû, dîsa jî mele ji gundiyan venediqetand û nola ku di gundiyan de dikir, wilo di wî de jî dikir. [1628 qaso_sesev] »Komutanê min, ez îmam Salar Yilmaz di nav komê de nabînim.« [1629 qaso_sesev] Salar ji dera ha bang kir: [1630 qaso_sesev] »Ez li vir im, Çawîş qomandar!« û bin çengê xwe ê rastê xurand. [1631 qaso_sesev] Bîçer, xwe wek dîkê elokan nepixand: [1632 qaso_sesev] »Ooo hezretî îmam, te şaşik avêtiye ev çi mesele ye? [1633 qaso_sesev] Qey te dev ji îmametiyê berdaye?..« »Na, ez hîn ew îmamê berê me.« »Baş e naxwe ka şaşik û cubê te?« »Min şaş û cube avêtin.« »Çima?« »Li gundên ser keviya hidûd îmametiya bi şaş û cube gunehkariyê dide mirov.« »Bêşeref hinekî vekirî biaxive vekirî!»qîr da û darê xwe di devê wî rakir. [1634 qaso_sesev] »Berî bi du mehan gava te dîsa girtibû ser gund, eger di bîra te de were, te bi xwe bi ser cube û şaşika min de mîztibû. [1635 qaso_sesev] Cube û şaşika ku wê mirov bi ser de bimîzin, ez nikarim bi kar bînim.« »Qewad, bêhna xwe fireh bike, ez ê niha di devê te de jî bimîzim!« Mele nefret ji eskeran dikir. [1636 qaso_sesev] Berzanî bi dîn û îmana xwe ne dida. [1637 qaso_sesev] Bi qasî alimtiya xwe ewqasî jî mêr bû. [1638 qaso_sesev] »Herçi tirk û ereb in ne misilman in«, gotina wî bû. [1639 qaso_sesev] Piştî ku Bîçer çend kulmisk avêtin çena mele, herdu dest bi hev re bilind kirin û Hesen Çawîş dîsa dest bi xwendina navan kir: »30. [1640 qaso_sesev] Salar Yilmaz!« »Li vir e.« »31. [1641 qaso_sesev] Nezîr Gul!« »Li vir e.« Bîçer bi guhê Nezîr girt û firkand. [1642 qaso_sesev] »Bê çi gulek xweşike lawê diya xwe« got û heta ku jê hat şiqamek li ruyê wî xist. [1643 qaso_sesev] »32. [1644 qaso_sesev] Heso Kaplan!« »Li vir e.« »33. [1645 qaso_sesev] Lokman Kaplan!« »Li vir e« »34. [1646 qaso_sesev] Bedîrhan Kaplan!« »Li vir e.« »35. [1647 qaso_sesev] Temo Kaplan!« »Li vir e.« »36. [1648 qaso_sesev] Casim Kaplan!« »Li vir e.« »37. [1649 qaso_sesev] Simo Kaplan!« »Li vir e.« »38. [1650 qaso_sesev] Sadik Kaplan!« [1651 qaso_sesev] »Li vir e.« [1652 qaso_sesev] Bîçer piştî ku ji Hesen Çawîş re got »Bisekine, bisekine!« ji ba Heso bi bazdan hat û di nîvê rêzê de sekinî. [1653 qaso_sesev] »Madem nav û mavên we piling e, Simo binire bê ka tu çiqasî dişibî piling!« [1654 qaso_sesev] Simo hema bi gotina wî re, niriya. [1655 qaso_sesev] Bîçer cidiyeta xwe xerab ne kir. [1656 qaso_sesev] Işaret da Hesen Çawîş ku dîsa navan bixwîne. [1657 qaso_sesev] »39. [1658 qaso_sesev] Halef Kaplan!« [1659 qaso_sesev] »Li vir e.« [1660 qaso_sesev] »40. [1661 qaso_sesev] Selîm Kaplan!« [1662 qaso_sesev] »Li vir e.« [1663 qaso_sesev] »41. [1664 qaso_sesev] Şehmus Kaplan!« [1665 qaso_sesev] »Li vir e.« [1666 qaso_sesev] »42. [1667 qaso_sesev] Hutu (yanî Hûto) Kaplan.« [1668 qaso_sesev] »Bîr oldî qomandar! [1669 qaso_sesev] (bû yek)« [1670 qaso_sesev] Hûto li Îzmîr Narliderê sê salan eskerî kiribû. [1671 qaso_sesev] Lêbelê bi tirkî ji »bîr oldî« pê ve tu tiştekî din hîn ne bûbû. [1672 qaso_sesev] Komutanê qerargehê, Hûto li dor pênc mehan xistibû dibistana Ali okulê, lêbelê Hûto dîsa jî fêrî tirkî ne kiribû. [1673 qaso_sesev] Bîçer bi vî aliyê Hûto dizanîbû. [1674 qaso_sesev] Pêşî beşişî. [1675 qaso_sesev] Dûv re bi hêrs: [1676 qaso_sesev] »Te çi got, te çi got?« [1677 qaso_sesev] Bîçer hîn wilo diaxivî Hûto li ser hev: [1678 qaso_sesev] »Bîr oldî qomandar bîr oldî...« [1679 qaso_sesev] Komutan ji qelafetê Hûto ditirsiya. [1680 qaso_sesev] Hûto bi rastî jî Hûto bû. [1681 qaso_sesev] Li bavê xwe çûbû. [1682 qaso_sesev] Wek dêwekî mezin bû. [1683 qaso_sesev] Navê bavê wî jî Hûto bû. [1684 qaso_sesev] Komutên ji dûr ve piştî ku tifek tê werkir, »Min pir dewar dîtin, lê yek ji van dewaran jî ne bi qas te bû« got û işaret da Hesen Çawîş. [1685 qaso_sesev] »43. [1686 qaso_sesev] Kerîm Kaplan!« [1687 qaso_sesev] »Li vir e.« [1688 qaso_sesev] »44. [1689 qaso_sesev] Hemo Kaplan!« [1690 qaso_sesev] »Li vir e.« [1691 qaso_sesev] »45. [1692 qaso_sesev] Kazim Kaplan!« [1693 qaso_sesev] »Li vir e.« [1694 qaso_sesev] »46. [1695 qaso_sesev] Zubeyîr Kaplan!« [1696 qaso_sesev] Ji tirsan devê Zibêr ket hev û gotin di dev de asê ma. [1697 qaso_sesev] Bîçer ev aliyê wî ferq kir. [1698 qaso_sesev] Li ber rawestiya û bi qewet şiqamek li ruyê wî xist. [1699 qaso_sesev] Zibêr bi şiqama wî re vebû. [1700 qaso_sesev] »Li vir im begê min« got û çik sekinî. [1701 qaso_sesev] »47. [1702 qaso_sesev] Mahmût Kaplan!« [1703 qaso_sesev] »Li vir e.« [1704 qaso_sesev] »48. [1705 qaso_sesev] Nurî Kaplan!« [1706 qaso_sesev] »Li vir e.« [1707 qaso_sesev] Heso ji lêxistina ku xwaribû sergêjî bûbû. [1708 qaso_sesev] Xwe li tena ne digirt. [1709 qaso_sesev] Qeweta kelaxê xwe bi carekê ve berdabû ser gopêl û dilerizî. [1710 qaso_sesev] Li xwe danetanî ku destûra rûniştinê ji komutên bistîne. [1711 qaso_sesev] Pê ne diket; çimkî dijminê wî Circîs ev yeka ha wê wek qelsiyekê bidîta. [1712 qaso_sesev] Heso bêhemdî xwe ji hindam de li ser qûnê ket. [1713 qaso_sesev] Xwest ku rabe, lê nikarîbû. [1714 qaso_sesev] »Ew çi ye Heso efendî? [1715 qaso_sesev] Ma te emir ji min xwest ku tu rûdine, ha!..« [1716 qaso_sesev] Heso bi serê lêvan: [1717 qaso_sesev] »Ez westiyam qomandar beg...« [1718 qaso_sesev] Di aliyê rohilatî bêndera jêra gund de berqef hebûn. [1719 qaso_sesev] Eskeran êşkenceya herî giran di bin van berqefan de li gundiyan dikirin. [1720 qaso_sesev] Bîçer, Heso ji komê veqetand. [1721 qaso_sesev] Nikarîbû bimeşiya. [1722 qaso_sesev] Eskerekî zendên wî bi qayişê şidand, bi dû xwe de kişkişand û ber bi berqefan de bir. [1723 qaso_sesev] »49. [1724 qaso_sesev] Ramazan Kurt!« [1725 qaso_sesev] »Li vir e.« [1726 qaso_sesev] »50. [1727 qaso_sesev] Mesut Kisa!« [1728 qaso_sesev] »Li vir e.« [1729 qaso_sesev] »51. [1730 qaso_sesev] Kasim Yaman!« [1731 qaso_sesev] »Li vir e.« [1732 qaso_sesev] »52. [1733 qaso_sesev] Mihyeddîn Serçe!« [1734 qaso_sesev] »Li vir e.« [1735 qaso_sesev] »53. [1736 qaso_sesev] Sîrac Kara!« [1737 qaso_sesev] »Li vir e.« [1738 qaso_sesev] »54. [1739 qaso_sesev] Mîrzo Aydin!« [1740 qaso_sesev] »Li vir e.« [1741 qaso_sesev] »55. [1742 qaso_sesev] Kener Acar!« [1743 qaso_sesev] »Li vir e.« [1744 qaso_sesev] »56. [1745 qaso_sesev] Alî Yaman!« [1746 qaso_sesev] »Li vir e.« [1747 qaso_sesev] »57. [1748 qaso_sesev] Seyithan Geyik!« [1749 qaso_sesev] »Li vir e.« [1750 qaso_sesev] Gundê Zorava bi zarok û jinan hinekî qelebalix bû. [1751 qaso_sesev] Bi giştî li vî gundî zewac ji sêzdeh û çardehan dest pê dikir. [1752 qaso_sesev] Ji derveyî xortên ku li bajêr dixwendin, ji nexwenda mirovên azib tune bûn. [1753 qaso_sesev] Di her malê de, bi kêmanî çar, pênc zarok hebûn. [1754 qaso_sesev] Di lîsta komutanê hidûd de ji zarokên di pêçekê de bigirin heta ku digiha kalên sedsalî, navê herkesî hebû. [1755 qaso_sesev] Ji bilî van wekî din di gun de çend pez, ker, qantir, bergîl û dewar hebûn li ba wî nivîsîbûn. [1756 qaso_sesev] Di çiyê de çend kunên keftar û roviyan, şikeft û berqef hebûn; bi hemiyan dizanîbû. [1757 qaso_sesev] Her meh başçawîşê Sitilîlê di derheqê hejmara sewêl û zarokên nûçêbûyî de ji muxtarê gund agahdarî distend. [1758 qaso_sesev] »Hejmar temam e! [1759 qaso_sesev] Esker bi vir de were!« [1760 qaso_sesev] Circîs di bin boqê simbêlan re keniya û di dilê xwe de got: [1761 qaso_sesev] »Wey mala Xwedê hezar carî ava ku doh ez li Nisêbînê nemam. [1762 qaso_sesev] Xwedê ez ji beleyek mezin filitandim! [1763 qaso_sesev] Baş e, min ê îro çi xwelî li serê xwe kiriba! [1764 qaso_sesev] Min ê çawa ew qanih kiriba ku şevê din min li hidûd ne xistiye, ez li Nisêbînê mêvanê Qalûndirêj bûm? [1765 qaso_sesev] Ya rebî bêlome be! [1766 qaso_sesev] Ez ê mûlidekê bikim setqe; ez ê bizina kol ser jê bikim...« [1767 qaso_sesev] Esker ber bi gundiyan de hatin, darê xwe hejandin û awir di wan firandin. [1768 qaso_sesev] Tevzînok bi laşê gundiyan ve hildikişiyan; ji tirsa ku bêhneke din wê afatiyeke çawa mezin bi serê wan de bê, hemû ketibûn tayê. [1769 qaso_sesev] Ji Hemoyê pizûrî dilopên mîzê dihatin xwar. [1770 qaso_sesev] Îdrîs leganeke nîsk xwaribû. [1771 qaso_sesev] Zikê wî nepixîbû; xwe bi ser hev de diguvaşt da ku ba ji ber neçe. [1772 qaso_sesev] Temo lêva xwe dicût. [1773 qaso_sesev] Sadiq ketibû xeyal û gumanan. [1774 qaso_sesev] Şensê wî hebû ku Bîçer xwe ji bîr kir û lê ne xistibû. [1775 qaso_sesev] Devê Sadiq ê ji hev, devê şikefteke kufarî di bîra mirov de dianî. [1776 qaso_sesev] Mirov ji ruyê wî ditirsiya. [1777 qaso_sesev] Bedranê ku şêwirdarê Circîs bû û bendayetî digerand, mîna qîrê reş xeriqî bû. [1778 qaso_sesev] Te bi serê bêvilê bigirta wê biketa. [1779 qaso_sesev] Kabokên Hesûk fisiyabûn; bi zor xwe li ser pêyan radigirt. [1780 qaso_sesev] Mele Salar tehemûl ne dikir ku li eskeran temaşe bikira; serê xwe berdabû erdê û bêyefş diran diqiriçandin. [1781 qaso_sesev] »Nîzama lêdanê bigirin qahpino!« [1782 qaso_sesev] Gundiyan dizanîbû ku pêşî wê ji kîjan babetî lêdanê dest pê bibe. [1783 qaso_sesev] Hemiyan bi hev re herdu destên xwe dirêj kirin. [1784 qaso_sesev] Esker ji hindama xwe de rabûn ser lingekî, dar bilind kirin û bi hêl li destên wan dan. [1785 qaso_sesev] Reqîna daran li ser Zorava mîna şerê koçanîkên benpaç dilîland û deng vedidan. [1786 qaso_sesev] Xuya bû ku pir ji wan bi kîn bûn. [1787 qaso_sesev] Kîna wan di dev û çavên wan re dabû der. [1788 qaso_sesev] Bi lêdana dêr re ditengijîn; çavên wan ji xwînê tije bûbûn û kef bi devê wan ketibû. [1789 qaso_sesev] Mîna motorê ku bixebite û hîn dewra xwe ne sitendibe, her ku darek li wan dixistin, qeweta xwe ji darê ku bi dû darê din de di-hat digirtin. [1790 qaso_sesev] Ji bilî Circîs, Temo, Sadiq û Salar hemiyan qîr didan. [1791 qaso_sesev] Dest û zendên Circîs yekser reş û şîn bûbûn. [1792 qaso_sesev] Zendên wî xwe li hewa ranedigirtin. [1793 qaso_sesev] Dest û zendên Salar mîna du rêsiyan pê ve daliqiyayî mabûn. [1794 qaso_sesev] Lêbelê digel vî haweyî dîsa jî kipîn ne diketê. [1795 qaso_sesev] Bîçer got: [1796 qaso_sesev] »Esker rawest e!« [1797 qaso_sesev] Helke helk bi eskeran ketibû. [1798 qaso_sesev] Mîna hespê ku tu bibezînî û tu nikaribî serî ragire, hin eskeran digel ku komutan emirê rawestinê dabû, dîsa jî darê xwe ketûber di derdora xwe de werdikirin. [1799 qaso_sesev] Piraniya gundiyan ji ber derbên darên wan, destên xwe xistibûn nav şeqên xwe û li erdê bi ser hev de diqulipîn. [1800 qaso_sesev] Îdrîs li erdê tot ketibû. [1801 qaso_sesev] Hesen Çawîş serpozka potîna xwe xistibû devê wî û digot: [1802 qaso_sesev] »Gotina ku te berî niha ji min re gotibû bi deng bibêje kûçik!« [1803 qaso_sesev] »Min ji te re çi gotibû?« [1804 qaso_sesev] »Bêşeref xwe xazî neke! [1805 qaso_sesev] Te ne got ku Hemo Kaplan bi vê bûyera şevê din agahdar e!« [1806 qaso_sesev] »Wilehî min ji te re tiştekî wilo ne gotiye...« [1807 qaso_sesev] Pîrekên gund li taxa jor û navê li hev kom bûbûn. [1808 qaso_sesev] Li kabên xwe dixistin û porê xwe dikişandin. [1809 qaso_sesev] Sarê jî hilkişiyabû ser xênî, lingên xwe li erdê dixistin, bi erdê re pevdiçinî û li eskeran geft li ser geftê dixwar. [1810 qaso_sesev] »Esker hûn amade ne!« [1811 qaso_sesev] »Em amade ne komutanê min!« [1812 qaso_sesev] Gundî yek li pişt yekî sekinandin. [1813 qaso_sesev] Li her gundiyekî eskerek siwar bû û ber bi jora gund de meşiyan. [1814 qaso_sesev] Circîs di pêşiya karwên de bû. [1815 qaso_sesev] »Lawê min esker, ka binere bê ew pîrek çi dixwaze?« [1816 qaso_sesev] Ê esker bi bazdan çû û li ber Sarê rawestiya: [1817 qaso_sesev] »Xwe ji ser conega bide alî, biceheme tu li vir çi dikî!« [1818 qaso_sesev] Hejek di destê Sarê de bû. [1819 qaso_sesev] Ji bîr kiribû ku darê xwe ê benkan bîne. [1820 qaso_sesev] Hejê xwe bi ser ê esker de hejand û bi hêrs: [1821 qaso_sesev] »Ev hûn kafir in, hûn misilman in hûn çi teba ne? [1822 qaso_sesev] We conega kuşt, îcar bihêlin ku em ser jê bikin...« [1823 qaso_sesev] Heso ji tirsa ku Sarê winda neke û Circîs jî ji tirsa ku komutan derbekê li wî nexîne, hindik mabû zimanê xwe daqurtînin. [1824 qaso_sesev] Sarê jina Heso û xweha Circîs bû. [1825 qaso_sesev] Dikarîbû bûba sebebê kuştina wan. [1826 qaso_sesev] Bîçer helwesta Sarê fêm kiribû. [1827 qaso_sesev] Karwan sekinand û ber bi Sarê de meşiya. [1828 qaso_sesev] »Dêlika heram zû here mala xwe! [1829 qaso_sesev] Binere ez ê te biçirînim ha!« got û bi hinc pehînek li zikê wê xist. [1830 qaso_sesev] Sarê serpiştkî ket û bi lez rabû ser xwe. [1831 qaso_sesev] Piştî ku bi kîn tifa xwe tê werkir: [1832 qaso_sesev] »Lawo, wileh tu ne tu zilam î, lê ez çi bikim! [1833 qaso_sesev] Hema ez kîrê te têxim dê û jina van hemiyan û hew!« [1834 qaso_sesev] Berê xwe da tara jor û çû. [1835 qaso_sesev] Çend gavekî çû ne çû, li paş xwe zîvirî û dîsa bi hêrs got: [1836 qaso_sesev] »Hûn ji hev re xurt in şêrgeleno! [1837 qaso_sesev] Îcar qey bi rastî jî Xwedê ne li ser heqiyê ye, gerek ez zilam û hûn jî pîrek çêkiribana...« [1838 qaso_sesev] Bîçer demaçe lê kişand. [1839 qaso_sesev] Heso bi qêrîn »Na na!..« got û wek teyrekî firiya ber. [1840 qaso_sesev] Xwe xist devê demaça wî û situyê xwe li ber tewand. [1841 qaso_sesev] »Min bikuje, wê nekuje. [1842 qaso_sesev] Pîrekeke dîn e. [1843 qaso_sesev] Her meh em wê dibin Xerpêtê ser textorê dînan. [1844 qaso_sesev] Ez xulamê te bim wê nekuje...« [1845 qaso_sesev] Sarê jî sênga xwe ji demaça wî re vekiribû û diqêriya: [1846 qaso_sesev] »Eger tu min nekujî ez keran berdim ser jina te! [1847 qaso_sesev] De bikuje! [1848 qaso_sesev] Bikuje, belkî ev bêşerefên han hinekî cesaretê ji min bigirin! [1849 qaso_sesev] Bikuje!..« [1850 qaso_sesev] Gotinên Heso û kefa ku bi devê Sarê ketibû, Bîçer nerm kir. [1851 qaso_sesev] Bawerî pê anî ku bi rastî jî Sarê dîn e. [1852 qaso_sesev] Pîrek, zilam, zarok tu kesî nikarîbû bêemiriyeke wilo li himber komutanan bikira. [1853 qaso_sesev] Li Zivingê sê sal berê, pîra Kesûma bi destê komutanê hidûd Ali Uçuran hatibû kuştin. [1854 qaso_sesev] Ew jî jinek wek Sarê bi mêranî bû. [1855 qaso_sesev] Li himber êşkenceya Uçuran derdikeve û Uçuran jî di nav koma gundiyan de cercûr lê vala dike. [1856 qaso_sesev] Li gor wan, Sarê bi wê serhildana xwe, kuştin heq kiribû. [1857 qaso_sesev] Eger Bîçer ji zimanê wê fêm kiriba, dîn ba jî dikarîbû bikuşta. [1858 qaso_sesev] Çimkî komutanê tabûra Nisêbînê jî dînek kuştibû. [1859 qaso_sesev] Şeva ku Hinanoyê dîn li sûka Nisêbînê şevder dimîne, ew û komutan pêrgî hev tên û bi tirkî jê re dibêje »Tu komutan bî, ez jî başkomutan im. [1860 qaso_sesev] De here bi rêya xwe de!« Komutan jî cercûrê demaça xwe di serê wî de vala dike. [1861 qaso_sesev] Mehmet Fatîh, li Circîs siwar hatibû. [1862 qaso_sesev] Fatîh mîna bertelaşekî dirêj û ewqasî jî xişin bû. [1863 qaso_sesev] Circîs jî mirovekî kin bû. [1864 qaso_sesev] Eger Circîs ne ji lêdana ku xwaribû û dest û zendên wî ji taqet ne ketibana, bi wê yextiyariya xwe dîsa jî belkî bikarîba rahişta Fatîh. [1865 qaso_sesev] Lêbelê ne Fatîh û ne jî komutanê wî, ne dixwest li êşa ku canê Circîs bi carekê ve zeft kiribû, hayî bibin. [1866 qaso_sesev] Hemiyan jî yextiyariya wî ne didît. [1867 qaso_sesev] Circîs kumişîbû erdê û qûn belot kiribû. [1868 qaso_sesev] Fatîh jî li ser pişta wî rûniştibû û mîna ku biziqitîne kerê bi darê xwe ew diziqitand. [1869 qaso_sesev] Circîs hêl dida xwe ku rabe, lê kelax bi a wî ne dikir. [1870 qaso_sesev] Lingên xwe ber bi xwe de dikişandin, xwe dida ser hev û ji nişkê ve teqil dida xwe; kabok difisiyan û dîsa deverû dikişiya erdê. [1871 qaso_sesev] »Îmam tiro! [1872 qaso_sesev] Ma gelo, li ser pira selatê mirov li keran an li çêlekan siwar tê?« [1873 qaso_sesev] Salar ji wahca nava xwe xwîn digiriya. [1874 qaso_sesev] Belkî ji herkesî bêtir wî lêdan xwaribû; lê ji herkesî bêtir dîsa jî wî zeximtir xuya dikir. [1875 qaso_sesev] Di bin Ali Resulê heyştê û du kîlo de, mîna ku hîç lêdan ne xwaribû, rehet dimeşiya. [1876 qaso_sesev] »Hezretî îmam, ez bi te re diaxivim qeşmer! [1877 qaso_sesev] Ma qey deng nayê te!..« [1878 qaso_sesev] Salar di dilê xwe de got, »Kuro eger ez xwe û te herduyan nexînim, bila ez ji te bêşereftir bim lo.« Û bêhnikek ne ket wê navê, xwe bi ser tenişta çepê de avêt erdê. [1879 qaso_sesev] Resûl bi xwe re ne giha ku destan ji xwe re bike mertal; da ku serê wî li erdê nekeve. [1880 qaso_sesev] Baş bû ku eniya wî ne li ser cihekî bi zixur an li tahtekê ne ketibû. [1881 qaso_sesev] Lêbelê çepilê Salar ê çepê bi ser hev de ecinîbû. [1882 qaso_sesev] Çepil di bin ê esker de mabû. [1883 qaso_sesev] Bazinê destê wî hinekî werimî. [1884 qaso_sesev] Ali Resul piştî ku çend pehîn bi der qûna mele werkirin, »Gapîr pêwîst nake tu xwe bixînî, ez dev ji te bernadim« got û xwest ku dîsa li Salar siwar bê. [1885 qaso_sesev] Salar ling nedan ber xwe. [1886 qaso_sesev] Ali Resul jî bi çepilê wî ê ku ecinîbû girt û bi dû xwe de kişkişand. [1887 qaso_sesev] »Esker peya bibin!« [1888 qaso_sesev] Eskerên Bîçer, heta bi ber deriyê hewşa Celîl li gundiyan siwar bûbûn. [1889 qaso_sesev] Navbera cihê ku esker li wan siwar hatibûn û qesira Celîl li dor du sed metrî bû. [1890 qaso_sesev] Gundiyan di halekî ne xweş de xwe gihandibûn vê derê. [1891 qaso_sesev] Gelek ji wan mîna Salar û Circîs ji taqet ketibûn; û eskeran jî herwiha ew bi dû xwe de xircilandibûn. [1892 qaso_sesev] Ji dev û ruyê gelekan xwîn diherikî. [1893 qaso_sesev] Şerwal û qutikên gelekan ji wan, ji vecircirandinê qetiyabûn. [1894 qaso_sesev] Esker li hêlekê û gundî li hêlekê, dîsa yek kete pey yekî û sef girtin. [1895 qaso_sesev] Circîs jî li wê navê hîn rûniştîbû û bi doxîna şerwalê xwe daketibû. [1896 qaso_sesev] Doxîn qetiyabû. [1897 qaso_sesev] Bîçer ji cihê ku sekinîbû bi kubarî got: [1898 qaso_sesev] »Circîs efendî, pêwîst nake tu şerwêl gêrêdî; hema bêhneke din ji xwe em ê şerwêl ji we hemiyan bikin. [1899 qaso_sesev] Rabe ser xwe!« û bi aliyê berqefên rohilatî gund de meşiya. [1900 qaso_sesev] Pênc, şeş gavan ne çû, li xwe zîvirî: [1901 qaso_sesev] »Bila mirovên bejindirêj li ên bejinkin siwar bibin« û bilez dîsa meşiya. [1902 qaso_sesev] Hesen Çawîş di ber xwe de keniya. [1903 qaso_sesev] Ji nav komê, bi çepilê Hûto girt û li ber Circîs sekinand. [1904 qaso_sesev] Di herêmê de jî mîna Hûtoyê pizûrî girs û dirêj bi tenê Hidigdigê xirbêqeplî hebû. [1905 qaso_sesev] Ev mirov tam du metro û panzdeh santîman dirêj bû. [1906 qaso_sesev] Li gor bejina xwe baş xişin jî bû. [1907 qaso_sesev] Pir xure bû. [1908 qaso_sesev] Ji bilî dema gêra bênderan, her tim birçî bû. [1909 qaso_sesev] Lingên wî çil û neh santîm bûn. [1910 qaso_sesev] Xwas digeriya. [1911 qaso_sesev] Nenûkên xwe bi kelbetên dibirîn. [1912 qaso_sesev] Herxên di binê lingên wî de mîna devê zîhên maran ji serhevçûyî, bêbinî diyar dikirin. [1913 qaso_sesev] Goşt li ser goştê qusyayî qatqatî bûbû. [1914 qaso_sesev] Qiraxên herxan wek sûstên patozê tûj dibirîn. [1915 qaso_sesev] Ji lingên wî mirov xof digirt! [1916 qaso_sesev] Di wextê bênderan de pizûriyên halxweş, nîskên xwe bi Hûto gêre dikirin. [1917 qaso_sesev] Gundiyan ew wek qirdikekî xwe didîtin. [1918 qaso_sesev] Hûto wek sînema bêpere bû. [1919 qaso_sesev] Di kêlîkên gêrê de piçûk mezin temamê pizûriyan derdiketin temaşa wî. [1920 qaso_sesev] Hûto heqkarê xwe pere ne distendin. [1921 qaso_sesev] Xwediyê bênderê jê re bizinek digel serî û pê, hûr û roviyan li ser teşteke girar dikir û li ber datanî. [1922 qaso_sesev] Wî jî piştî ku ev xwarin hemû dixwar, eyarek li nav şeqên xwe digerand û dirêjî nav loda sapê nîskan dibû. [1923 qaso_sesev] Di nav sêp de geh bazdida gah xwe li erdê dixist û geh jî xwe dixijiqand. [1924 qaso_sesev] Dema ku Mîrzoyê mitirb di vê rewşê de jê re li ribabê dixist, wî sapê elbeke nîsk di hikmê sê, çar seetan de hûr dikir. [1925 qaso_sesev] Hûto ji Circîs bêtir dixwest li muxtar siwar bihata. [1926 qaso_sesev] Ji muxtêr dihenitand. [1927 qaso_sesev] Lêbelê di vê siwarhatina niha de, Circîs ba dîsa jî xem ne dikir. [1928 qaso_sesev] Çimkî Circîs mezinê muxtêr bû. [1929 qaso_sesev] Muxtêr li ser gotina Circîs ew teslîmî eskeran kiribû ku eskeriyê bike. [1930 qaso_sesev] Xwe bi ser de daqûl kir ku lê siwar bê, Circîs pêş de pengizî; li derdora xwe nerî û di dilê xwe de got: [1931 qaso_sesev] »Gelo ne şerm e ku di nav vêqas alemê de ez rahijim vî tewtewê ha? [1932 qaso_sesev] Qaşo ez mezinê malbatekê me. [1933 qaso_sesev] Di bin emirê min de çil, pêncî mêrên bi tiving hene. [1934 qaso_sesev] Eger gava ez bixwazim, bi van mêran dikarim van eskeran tevan bidim kuştin. [1935 qaso_sesev] Ez mirovekî kal û misilman im, ez ê çawa rahijim vî zir fasiqî! [1936 qaso_sesev] Ooh tu jî lo, ev çi aqilê xerabe ye! [1937 qaso_sesev] Ez mirovekî xuyayî me, ez misilman im ew fasiq e, ez nizanim çi me ew nizanim çi ye, ev çi fikarên beredayî ne! [1938 qaso_sesev] Ma qey tu ji dewletê mezintir î lawo? [1939 qaso_sesev] Bi dû Xwedê dewlet tê. [1940 qaso_sesev] Dewlet vê yekê bi te dike, ehmeq. [1941 qaso_sesev] Ne şerm e, rahijê. [1942 qaso_sesev] Eger tu ranehijê ji xwe wê gavê şerm e. [1943 qaso_sesev] Ha tew yeke din, gava ez ranehijim vî minafiqî, Bîçer dikare bibe hevalê Heso...« û bi hêrs ket bin Hûto û ber bi berqefan de tewtihî. [1944 qaso_sesev] Circîs bi selametî barê xwe gihand qonaxê. [1945 qaso_sesev] Lêbelê karwan hîn jî dimeşiya. [1946 qaso_sesev] Gundî di bin berqefan de tena derpî tazî kirin. [1947 qaso_sesev] Di bêhnika tazîkirinê de tev li Salar, kesî li ber xwe neda. [1948 qaso_sesev] Eskeran mîna ku hemû bi dê û bav nas dikirin û bi salan digel wan jiya bûn, bêî ku ji wan re bibêjin, »Dijmin û dijmin werin kêleka hev«, wan bi xwe mirovên dijmin û dijmin anîn kêleka hev û dudu dudu di ber hev re vezilandin. [1949 qaso_sesev] Dûv re eskerekî telîsek qayiş anîn û li dera ha vala kirin. [1950 qaso_sesev] Qayiş hemû sixtiyan û mîna qûşa kerê qalind, pan û dirêj bûn. [1951 qaso_sesev] Bîçer li pêpîkê xist. [1952 qaso_sesev] Esker hemû ketin temenê. [1953 qaso_sesev] Û wî dest bi axavtinê kir: [1954 qaso_sesev] »Ev bêşeref tu carî nikarin gotina bi rastî ji mirov re bibêjin. [1955 qaso_sesev] Ji ber ku jiyana wan li ser fitne û fesadiyê ava bûye. [1956 qaso_sesev] Qaçaxiyê dikin. [1957 qaso_sesev] Têkiliyên wan bi temamê qaçaxçiyên Tirkiyê re hene. [1958 qaso_sesev] Heta ez dikarim bibêjim mafiya ku îro li Tirkiyê pêtî daye, hemû bi qeweta teresên vê herêmê ye! [1959 qaso_sesev] Dijminê dewletê ne. [1960 qaso_sesev] Bi dewleta Sûriyê re peyman danîne ku dewleta me birûxînin. [1961 qaso_sesev] Dewleta Sûrî mêl bi nîvheqekî dide wan. [1962 qaso_sesev] Helbet gava çixara Yeni Harman bi wereqe û ribekê be û çixara malboro jî bi vî heqî be, wê milet çixara malboro bikişîne. [1963 qaso_sesev] Ji Sûrî qumêş tînin, basme, cil û caw, pelên şamî, çayê, morîkan û heta bi tiştên xwarinê tînin! [1964 qaso_sesev] Armanca wan ku di warê aborî de dewletê qels bixînin. [1965 qaso_sesev] Dijminê milet û dewletê ne ev!..« [1966 qaso_sesev] Gotinên wî bi gundiyan xerîb ne dihatin. [1967 qaso_sesev] Ji ber ku li her derê ev gotin dikirin. [1968 qaso_sesev] Heso xwe ne girt, li qûn rûnişt û bi herdu destan: [1969 qaso_sesev] »Begê min wilehî tu şaş î yaho! [1970 qaso_sesev] Kesek ji me tu qaçaxê nake. [1971 qaso_sesev] Em ne dijminê dewletê ne. [1972 qaso_sesev] Bav û kalên me li ser vê dewletê xwe dan kuştin. [1973 qaso_sesev] Kalikê min di dema osmaniyan de tam şeş salan eskerî kir. [1974 qaso_sesev] Bavê min li dor çar salan eskerî kir û di şerê ku Atatirk bi ingilîz û frensiyan re kiribû birîndar ket. [1975 qaso_sesev] Bavê min bi yûnaniyan re şer kir, begê min.« [1976 qaso_sesev] Heso dê gotin anîba ser raperînên kurd ku bav û bapîrên wî li himber van raperînan jî çawa şer kiribû, lê Bîçer êrîşî ser kir. [1977 qaso_sesev] Bi hinc darek li nav piştê xist. [1978 qaso_sesev] »Gapîr gotinê bibire!..« [1979 qaso_sesev] Heso mîna çûkê ku teyr di ser re here, defa sênga xwe xist erdê, serê xwe bi jor de rakir û ziq li ruyê wî temaşe kir. [1980 qaso_sesev] Bîçer piştî ku bi serpozka potîna xwe ruyê wî ji ser xwe guhert, pelxemek di Circîs werkir, dûv re hinekî ji wan dûr ket û qêriya: [1981 qaso_sesev] »Circîs, tu û Heso werin vir!« Herdu li ber sekinîn. [1982 qaso_sesev] »Circîs, wê dêlika ku berî niha êrîşî min kir xweha te ye, ne wilo?« [1983 qaso_sesev] »Erê begê min, xweha min e û jina Heso ye.« [1984 qaso_sesev] Bîçer demaçe ji qewlik kişand, fîşek ajot ber û devê wê xist cênîka Heso. [1985 qaso_sesev] Dûv re bi lingê xwe hinek pîsiya hişk işaret kir: [1986 qaso_sesev] »Bixwin bêşerefino!« [1987 qaso_sesev] Heso ponijî û kuştina Sarê anî ber çavên xwe. [1988 qaso_sesev] »Bi telaq ez ji mirina xwe natirsim, ez dikarim nexwim, bila min bikuje. [1989 qaso_sesev] Lê îcar ku min nekuje û Sarê bikuje ez ê çawa bikim!« [1990 qaso_sesev] Gava ku ev wilo difikirî, Circîs pişka xwe xwaribû jî. [1991 qaso_sesev] Heso jî xwar. [1992 qaso_sesev] »Esker, hemiyan têxin felaqê!« [1993 qaso_sesev] Eskeran lingên mirovên ku di ber hev re vezilandibûn, digel hev di qayişan re derbas kirin. [1994 qaso_sesev] Qayiş şidandin, qûnên wan belot kirin û bi daran daweriqandin wan. [1995 qaso_sesev] Qîr û hewarên wan di felekan re derdiketin. [1996 qaso_sesev] Heso û Circîs pişka hev ketibûn. [1997 qaso_sesev] Lingên herduyan di qayişekê re derbas kiribûn. [1998 qaso_sesev] Ev herdu mirovên kal, ji ber jana ku felaqê dida, ziwa bûbûn. [1999 qaso_sesev] Kef bi devê wan ketibû. [2000 qaso_sesev] Lêbelê wek hevalbendên xwe ne diqêriyan. [2001 qaso_sesev] Di kêlîka felaqê de diyar dikir ku Heso û Circîs çendî ji hev dihenitandin. [2002 qaso_sesev] Herduyan jî hewl dida xwe ku kelaxên wan negihên hev. [2003 qaso_sesev] Heryekî xwe bi aliyekî de qulipandibû, devê xwe xistibûn erdê û dev destên xwe dikirin. [2004 qaso_sesev] Lêdana felaqê deh, panzdeh deqîqeyan ajotibû. [2005 qaso_sesev] Lingên hemiyan wek hebanê nepixî û qusiya bûn. [2006 qaso_sesev] Tilmiqûnên wan terişî bûn. [2007 qaso_sesev] Derpî ji xwînê şil bûbûn. [2008 qaso_sesev] Eger ev mirovên ha di rewşeke normal de bana, bi wan lingên nepixî û qusyayî wan dê tu carî nikarîbana li ser pêyan rawestiyana. [2009 qaso_sesev] Lêbelê hin ji wan mîna ku ji lingan hîç lêdan ne xwaribûn, li wê navê wek singê golik çikilîbûn. [2010 qaso_sesev] Hesen Çawîş jî, Îdrîs xistibû sintaqê û bi lêdanê ha ha jê re digot, »Zû bibêje! [2011 qaso_sesev] Ma te ji min re ne got ku Hemo qaçaxçiyan nas dike, hayê wî ji vê meseleya şevê din heye!..« [2012 qaso_sesev] Piştî vê lêdanê li ser emirê komutan, îcar dar xistin destê van ên ku digel hev xistibûn felaqê û ji wan re gotin: [2013 qaso_sesev] »Bi dorê li hev xînin û her ji çar daran dorê biguherînin!« [2014 qaso_sesev] Kipkipa dilê Remo bû. [2015 qaso_sesev] Hûto û Remo pişka hev ketibûn. [2016 qaso_sesev] Remo dizanîbû bêhneke din wê Hûto çi afatiyê bi serê wî de bîne. [2017 qaso_sesev] Lê Hûto jî ne wek ku Remo difikirî ewqasî mirovekî ne bîrewer û xeşîm bû. [2018 qaso_sesev] Bi destan ji eskeran re işaret dikir û digot, »Bila dora pêşî a wî be, ez naxwazim lê bidim...« Lê fêde ne dikir. [2019 qaso_sesev] Bi wê bergerê sûcê xwe tew hîn bêtir girantir dikir û lêdan dixwar. [2020 qaso_sesev] Dar di destê Heso de bû. [2021 qaso_sesev] Dora pêşî dabûn wî. [2022 qaso_sesev] Heso pêşî li ber xwe da. [2023 qaso_sesev] Ne dixwest li Circîs bide û xwe piçûk bixîne. [2024 qaso_sesev] Lê armanca Bîçer jî ji xwe ev bû. [2025 qaso_sesev] Dixwest şexsiyeta wan a ku mabû, wê jî têxe bin lingan. [2026 qaso_sesev] Çimkî mirovê dema ku bêşexsiyet jiyaba, dikarîbû her xerabiyê bike. [2027 qaso_sesev] Bedirxan di felaqê de ling hilda bûn û Haco bi dêr li ber rawestiyabû. [2028 qaso_sesev] Di vê bêhnikê de dixwest erd veqelişe û ew tê de here xwar. [2029 qaso_sesev] Destên xwe danîbûn ser çavên xwe, fedî dikir li Haco bineriya. [2030 qaso_sesev] Haco jî bi qasî wî fedî kiribû; berê xwe jê guhertibû û serê xwe xistibû ber xwe li erdê dinerî. [2031 qaso_sesev] »Lan Hûto kaç oldu!« [2032 qaso_sesev] »Bîr oldî qomandar.« [2033 qaso_sesev] Remo bi hêrs got: [2034 qaso_sesev] »Kuro te di diya xwe ku...ayo! [2035 qaso_sesev] Çi bîr oldî, çi pênc oldî, çi deh oldî te ez kuştim lawê kerê! [2036 qaso_sesev] Kuro dahbê heram, xwe ji ser min bide alî haho!..« [2037 qaso_sesev] Hûto bi rastî jî hejmareke bilind dar li binê lingên wî xistibûn. [2038 qaso_sesev] Eskeran bi vê hejmarê dizanîbûn. [2039 qaso_sesev] Lêbelê wan zewq ji lêdana Hûto distend. [2040 qaso_sesev] Dixwestin her tim dora wî be, da ku bibêjin »kaç oldu« û Hûto jî ji wan re bibêje »bîr oldî qomandar.« [2041 qaso_sesev] Temamê gundiyan bi daran li binê lingên hev xistibû. [2042 qaso_sesev] Di kêlîkên lêdanê de jî her eskerî ji hindama xwe de digot, »Ên ku şevê din li hidûd xistin, kî bûn? [2043 qaso_sesev] Hûn wan nas dikin...« Gundiyan jî herwiha bi haweyê »Em nizanin...« bersiv dabûn. [2044 qaso_sesev] Bîçer bêhawe ji çap ketibû. [2045 qaso_sesev] Mîna dînan xwe ji ser vî diavêt ser ê din, li wan dixist û siqêfên kotî dikirin. [2046 qaso_sesev] Keft û leptên wî ên di kêlîkên nuh de, mirov li kêlîkên derbasbûyî poşman dikir. [2047 qaso_sesev] Kêlîkan bi haweyê meşa gêrikê, kêlîkên zilmê digindirandin. [2048 qaso_sesev] Lê dîsa jî roj ji cihê xwe ne diqeliqî. [2049 qaso_sesev] Bûbû risas. [2050 qaso_sesev] Wan ewqas lêdan xwaribû û hîn jî seet ne bûbû duwanzdehê nîvro. [2051 qaso_sesev] »Bekçî gû! [2052 qaso_sesev] Dema ku qaçaxçî di bestê re bi jor de hilkişiyan tu çima ne ket kemîna wan, hi?..« [2053 qaso_sesev] »Qomandarê min ez ne ketim kemîna wan, lê min li wan teqand.« [2054 qaso_sesev] »Tu çima ne ketî kemîna wan û te çend kes ji wan ne kuştin?« [2055 qaso_sesev] »Ez hinekî dereng bi wan agahdar bûm.« [2056 qaso_sesev] Bi berstika wî gird. [2057 qaso_sesev] Xwest ku wî bilind bike, ling biavêje ber û bixîne. [2058 qaso_sesev] Lêbelê Remo bi qama xwe ferqeke mezin lê dikir. [2059 qaso_sesev] Dirêj bû. [2060 qaso_sesev] Nikarîbû ew bilind bikira. [2061 qaso_sesev] Da ber weşan. [2062 qaso_sesev] Remo paşûpê çû, lingên wî di hev de werqilîn û li ser piştê totlanî ket. [2063 qaso_sesev] Bîçer hilkişiya ser sênga wî û xwe kil kir. [2064 qaso_sesev] Remo bi qîr û hewar xwe qulipand ser tenişta rastê. [2065 qaso_sesev] Bîçer kumişî; lê zû bi xwe re giha ne ket erdê. [2066 qaso_sesev] Destên wî hinekî bûbûn bi herî. [2067 qaso_sesev] Eskerekî destmalka xwe dirêjî wî kir. [2068 qaso_sesev] Piştî ku destên xwe ji heriyê pqij kirin, bêdeng sekinî û li herdu destên xwe nerî. [2069 qaso_sesev] Dest li hev qulipandin, hûk kir wan û tilî bi hev firkandin. [2070 qaso_sesev] Kefa destê wî ê çepê hinekî zelhitîbû. [2071 qaso_sesev] Li gor têgihiştina komutan, Remo bêûsûliyek mezin pê re kiribû. [2072 qaso_sesev] Komutan hildikişe ser sênga wî û ew jî sêngê jê re bernade. [2073 qaso_sesev] Mîna çêlkewê ku sipî ketibin baskên wî, xwe li ber Bîçer pirnisand. [2074 qaso_sesev] »Qomandarê min bibexişîne, bêhemdî bû. [2075 qaso_sesev] Ji êşa canê xwe bêî ku ez li xwe hakim bibim, min ew hereket kir...« [2076 qaso_sesev] Bîçer xwe li ser lingekî zîzikand, pelqînî ji ruyê wî anî û qêriya: [2077 qaso_sesev] »Garaneke qaçaxçî di bestê re dimeşe, temamê gund bi dengê reqîna kevirên ku ji ber simê hespên wan dipekiyan, şiyar dibin û tu bi vê yekê şiyar nabî, ha!« [2078 qaso_sesev] Remo bi şiqama ku bêhneke berê xwaribû, gêj bûbû û çarmêrkî rûniştibû. [2079 qaso_sesev] Bi temtêleke ku heyvanê mêraniyê li ba nemabe, bi herdu destan serê xwe hişk zeft kir û hilmekê sekinî. [2080 qaso_sesev] Dûv re serê xwe xist nav şeqên xwe û bi kelûgirî axivî: [2081 qaso_sesev] »Qomandarê min, wilehî û bilehî min bi tivinga xwe heta bi qûntara çiyê daye dû wan.« [2082 qaso_sesev] »Here tivingê, fîşekan û rapora başçawîşê Sitilîlê bîne, ez ê li wan binerim!« [2083 qaso_sesev] Li gor mercên ku qereqolan ji bekçiyan re danîbûn, bekçî gerek nahtorî li gund kiriba; gund ji diz û eşqiyan biparasta û bûba navbeynhatê muxtêr û başçawîşê Sitilîlê. [2084 qaso_sesev] Bekçî wê têkilî malê qaçaxê û qaçaxçiyan nebûya. [2085 qaso_sesev] Ev kar diket mista esker û polîsan. [2086 qaso_sesev] Komutanan wilo digot. [2087 qaso_sesev] Lêbelê gava ku qaçaxçiyan îcar li hidûd dixistin, bi bekçî re tam berevajî gotin dikirin. [2088 qaso_sesev] Çermê binê lingên Remo mîna çilmê mîhê nerm û tenik bûbû. [2089 qaso_sesev] Geh bi çarlepikan û geh jî qulûskirî dimeşiya. [2090 qaso_sesev] Bi halekî ne xweş tiving, fîşek û rapora başçawîşê Sitilîlê anî. [2091 qaso_sesev] Çûn û hatina wî a malê li dor neh, deh deqîqeyan girtibû. [2092 qaso_sesev] Lêbelê Bîçer ev yeka ha wek derengiyekê hesiband û çar şiqam pê vekirin. [2093 qaso_sesev] Ji tarîxa ku rapora fîşekan hatibû nivîsandin û vir ve, qaçaxçiyan li hidûd ne xistibû. [2094 qaso_sesev] Li gor mercên ku qereqolê danîbûn, dema ku bekçî li himberî qaçaxçiyan an di parastina gund de fîşek biteqandana, di a din î rojê de mecbûr bû ku digel şahidekî an du şahidan û muxtêr biçûna nig başçawîşê Sitilîlê, rapor nuh bikira. [2095 qaso_sesev] Rapor qewîn bû. [2096 qaso_sesev] Di raporê de pênc pakêt fîşek nivîsîbûn û Remo jî şeş fîşek berdabûn. [2097 qaso_sesev] »Ez bi tenê du fîşekên vala dibînim. [2098 qaso_sesev] Te çi kir ji herçar fîşekên din?« [2099 qaso_sesev] Dîsa li gor mercên komutanan, di bêhnika teqînê de şev ba, bahoz ba çi diba bila biba, bekçî mecbûr bû ku fîşekên xwe ên vala bidana ser hev û fîşek wek delîl şanî başçawîşê qereqola Sitilîlê kiribana. [2100 qaso_sesev] Îcar dema ku bekçî ev yeka ha ne kiriba, başçawîş jî bûyer di derbarê firotina fîşekan de dihesiband; him lê êşkence dikir, him pere jê distendin û him jî ew dixist girtîgehê. [2101 qaso_sesev] Bekçiyê berî Remo Cemîlê hûrî li ser ku çûbû nêçîra betan, sê fîşek berdabûn. [2102 qaso_sesev] Fîşekên vala winda kiribûn û bûyer bi haweyê ku fîşek berdabûn dizan, bi başçawîş re derew kiribû. [2103 qaso_sesev] Başçawîş jî ew dabû girtin. [2104 qaso_sesev] Cemîl neh meh û sê rojan di girtîgeha Nisêbînê de raza bû. [2105 qaso_sesev] Remo çar fîşek dabûn windakirin. [2106 qaso_sesev] »Qomandarê min, şev him wek teniyê reş bû û him ji erd û ezmên berf û baran dibariya û him jî min bi bazdan dabû dû wan teqîn dikir. [2107 qaso_sesev] Ji ber van sebeban ez bi xwe re ne giham ku ez fîşekan bidim hev.« [2108 qaso_sesev] »Bi rastî tu mirovekî tam qewad î. [2109 qaso_sesev] Helbet di wê şeva reş û tarî û bahozî de, nakeve aqilan ku wê mirov bikarîba fîşekên tivinga ingilîzî ku du, sê metroyan dipengizand, bida ser hev. [2110 qaso_sesev] Yanî niha qaçaxçî ji ber te direviyan ha!« [2111 qaso_sesev] »Erê erê, qomandarê min. [2112 qaso_sesev] Heta bi qûntara çiyê min da dû wan.« [2113 qaso_sesev] Bîçer serê xwe ber bi ezmên de rakir, hinekî fikirî. [2114 qaso_sesev] Dûv re berê xwe da muxtêr û got: [2115 qaso_sesev] »Bedran axa, ma ez ji bekçiyê te bawer bikim? [2116 qaso_sesev] Ma tu bi xwe bawer dikî?« [2117 qaso_sesev] Muxtar: [2118 qaso_sesev] »Çiqasî daye dû qaçaxçiyan ez ê wê nizanibim, lê gava ku ez hilkişiyabûm ser xênî û min li teqîna ser hidûd guhdar dikir, Remo jî wê gavê ji jora gund ber bi mala min de dihat.« [2119 qaso_sesev] Bîçer madê xwe tirş kir û tifek tê werkir. [2120 qaso_sesev] »Biceheme! [2121 qaso_sesev] Hûn hemû wilo virek in, hûn tu carî gotina rast ji mirov re nabêjin!..« [2122 qaso_sesev] Ew hîn wilo diaxivî, Remo: [2123 qaso_sesev] »Qomandarê min, wilehî wilo bû« got, di cih de gotin birî û guhê xwe bi ser dengê têlsiza ku di destê Hesen Çawîş de bû, ker kir. [2124 qaso_sesev] Çawîş têlsiz da dest Bîçer. [2125 qaso_sesev] »...Ma em wî binin wir?« [2126 qaso_sesev] »...Mirî ye sax e?« [2127 qaso_sesev] »...Werînin!« [2128 qaso_sesev] Dema ku eskeran li ser hidûd diteqand, Remo xwe berdabû bin berqefên ku lê êşkence didîtin. [2129 qaso_sesev] Berê tivinga xwe xistibû erdê û fîşek teqandibûn. [2130 qaso_sesev] Ji bo ku fîşekên wî ê çelpandî jî winda nebin, tiving di çewalê ervên re derbas kiribû. [2131 qaso_sesev] Çewal her tim di ser tivingê re daliqandîbû. [2132 qaso_sesev] Fîşek ji bo careke din ji xwe re hilanîbûn. [2133 qaso_sesev] Ji eskerên ku li ser bêndera jora gund nahtorî dikir, yekî bang kir. [2134 qaso_sesev] »Komutanê min, ma em wan berdin an bînin ba we?« [2135 qaso_sesev] »Erê wan werînin vir!« [2136 qaso_sesev] Eskeran du mirovên omerî tev li kerên wan girtibûn. [2137 qaso_sesev] Nesroyê hebîsî li ser gotina Heso, digel jina xwe Şemsê çar meşk dims anîbûn ku li Zorava bi pereyan bifroşin. [2138 qaso_sesev] Wê rojê li vî gundî bibin mêvan û di a din î rojê de herin Nisêbînê, ji xwe re hin alavên malê bikirin. [2139 qaso_sesev] Bîçer mîna dîkê elokan li dor wan sûrikî, ketûber pehîn li Nesro xistin û darê xwe di meşkan rakir. [2140 qaso_sesev] Berî ku Bîçer biaxive Nesro: [2141 qaso_sesev] »Begê min, barê me dims e dims« got û kete temenê. [2142 qaso_sesev] Şemsê jî destê xwe dabû ber ruyê xwe û bi haweyekî behetî li wan temaşe dikir. [2143 qaso_sesev] Xelkê herêmê piçûk - mezin, mîna ku pez ji gur bitirse, wilo ji eskeran ditirsiyan. [2144 qaso_sesev] Her roj ya eskerên Sitilîlê ya jî ên hidûd li gundekî çiyê û deşta Nêsêbînê di ser zikê xelkê de bûn; xelk dişelihandin û êşkence li wan dikirin. [2145 qaso_sesev] Gundî ba bajarî ba, gava zarokên xwe dikirin xew û zarok raneketibana ji zarokan re digotin »Lolo emirquto, emirqutê razên, binere wê esker bên we ha!« Zarok jî bêdeng dibûn û radiketin. [2146 qaso_sesev] Li vê herêmê selahiyeta eskerekî bêrutbe, bi qasî selahiyeta qiralekî ereb, mezin dihat. [2147 qaso_sesev] Dilê wan çawa dixwest wilo dikirin. [2148 qaso_sesev] Di gulana sala 1950î de eskerekî Sitilîlê bi sirêçkiyan sê şixre kelbeş çinîbûn. [2149 qaso_sesev] Pêncî, şêst mêr xwas derxistibûn ser bênderên jora gund û bi hemiyan gêra sitiriyan kiribû. [2150 qaso_sesev] Gundiyekî gava eskerek li çolê, li ser rê, li ku derê dîtiba bila bidîta, mecbûr bû dev ji karê xwe berda, kar çi diba bi-la biba, ji vî eskerî re têketa temenê û emirê ku esker bida, pêk bianiya. [2151 qaso_sesev] Di sala 1968an de çar eskerên qereqola Pîrebokê çil û sê mêrên sarinciyan xistibûn felaqê. [2152 qaso_sesev] Heta di vê felaqê de lingê Eshedê Cino tê şikenandin û seqet dibe. [2153 qaso_sesev] Eskerekî, temamê gundiyan dida dû xwe û gîhayê ber têlên mayinan bi wan diçinî. [2154 qaso_sesev] Ji hindama Darê heta ku digiha Cizîra Botan, her sal di mehên biharê de wek palûtê, gundî sê, çar caran birine gîhaçinînê. [2155 qaso_sesev] Di mehên havînê de jî pûş û pelax bi wan didan hev. [2156 qaso_sesev] Di 1935–1940î de li Stilîlê wilo merc danîbûn ku gava başçawîşê qereqolê derdiket nav gund, mîna ku darbesta miriyekî di ber mirov re derbas bibe û mirov jî hema wilo yekser rabe ser xwe, çik bisekine û jê re duan bike, gundiyan dev ji karê xwe berdida û jê re diketin temenê. [2157 qaso_sesev] Lê ji ber ku Stilîlê gundekî li dor du hezar malî bû û li vî gundî dezgehên çêkirinê wek nalbendîçitiyê, kurtankirî, darteraşî, sengteraşî û qesirbendiyê hebûn, benê xwe hinekî sist dikin. [2158 qaso_sesev] Qereqol di nav gund de bû. [2159 qaso_sesev] Başçawîş jî heroj pêşenîka xwe şeh dikir û li nav malan digeriya. [2160 qaso_sesev] Kar disekinî û xelkê ji gund bar dikir. [2161 qaso_sesev] Di wan salan de barkirina ji vî gundî, li hesabê komutanan ne dihat. [2162 qaso_sesev] Çimkî Stilîlê dilê omeriyan û bûblaniyan bû. [2163 qaso_sesev] Cihekî rêser bû. [2164 qaso_sesev] Ji bona ku mirov mezinahî li hermê bikira, pêşî divabû mirov şahê Stilîlê ba. [2165 qaso_sesev] Bîçer çav kir eskeran. [2166 qaso_sesev] Eskerekî bi çepilê Şemsê girt û ew bi nav malan de terqand. [2167 qaso_sesev] »Tu ji ku derê yî?« [2168 qaso_sesev] »Ez ji gundê Hebîsê me.« [2169 qaso_sesev] »Nasnava xwe derxîne ez bibînim!« [2170 qaso_sesev] Ji roja ku xeta mayinan hatibû danîn li herêmê, bênasnav kesekî ji gundê xwe nikarîbû bi derekê de biçûya. [2171 qaso_sesev] Gera bênasnav qedexe bû. [2172 qaso_sesev] Heta dema şivan û gavananên li çiyê bênasnav bihatana girtin, sûc bû. [2173 qaso_sesev] Sûc jî ji du sed benqenotî dest pê dikir heta ku digiha hezaran. [2174 qaso_sesev] Mirovê cezexwir eger ji herêma bûblanî û omeriyan ba, diçû ber destê başçawîşê qereqola Sitilîlê. [2175 qaso_sesev] Başçawîş ceze lê dibirî. [2176 qaso_sesev] Lê ên nisêbînî gava li cihekî wek Cibiltînê ku navbera wê û Nisêbînê 15 km bû, bênasnav bihata girtin, li polîsxanê pere radizandin. [2177 qaso_sesev] »Begê min li qisûrê nenere, min cûzdana xwe li mal ji bîr kiriye. [2178 qaso_sesev] Begê min...« Nesro, »Begê min, begê min...« digot û komutên jî herwiha şiqam li ruyê wî dixistin. [2179 qaso_sesev] »Tu ê nasnava xwe ji bîr bikî ha! [2180 qaso_sesev] Tu ê bêqanûniyan bikî qewad, ha! [2181 qaso_sesev] Ma tu kitim î!« Nesro mirovekî navser bû. [2182 qaso_sesev] Û bi giştî jî navserên vê birekê hinekî jibîrkoyî bûn. [2183 qaso_sesev] »Na. [2184 qaso_sesev] Lêbelê begê min, wilehî û bilehî min ji bîr kir ku ez hilgirim ser xwe.« [2185 qaso_sesev] »Qaçaxçiyan tu şandin vir; da ku ji aqûbeta hevalê xwe tiştekî fêm bikin, ne wilo?« [2186 qaso_sesev] Nesro bi vê gotinê cefilî, qûnaqûna du gavan paş de çû. [2187 qaso_sesev] Dûv re xwe berda ser çongan, ji komutên re çû sicûdê û bi kelûgirî: [2188 qaso_sesev] »Ez ketim bextê te begê min tu ê min nekujî. [2189 qaso_sesev] Ez bi navê Xwedê û pêxember sund dixwim ku hay û bayê min ji tu qaçaxçiyan tune ye...« [2190 qaso_sesev] Nesro hîn ji serî de ji desthilanîn ketibû. [2191 qaso_sesev] Çar sal berê dîsa barê wî dims e, tê Zorava û bi rê de du eskerên Sitilîlê wî zeft dikin. [2192 qaso_sesev] Esker bila sûc û sebeb dimsê wî bi erdê de dadikin û bi lêdanê parsuyekî wî dişikînin. [2193 qaso_sesev] Ji ber vê hindê ew tu carî di rêyan re ne dimeşiya, li çolbirê dixist û diçû qonaxa xwe. [2194 qaso_sesev] Lê mixabin feleka wî vê carê jî çewt geriyabû. [2195 qaso_sesev] Ew û jina xwe bi mebesta ku leqayî eskeran nebin, ji Hebîsê di çiyê re heta bi Zorava sirt û sirt, kaş û kaş, newal û newal hatibûn. [2196 qaso_sesev] Rêya ku li dor sê seetan digirt, wan li xwe kiribû pênc seet û nîv. [2197 qaso_sesev] Bi halekî zor xwe gihandibûn gund. [2198 qaso_sesev] Bîçer lingê xwe ê rastê danî ser pişta wî. [2199 qaso_sesev] Destê xwe da ber ruyê xwe û xwe bi ser enîşkê de berda. [2200 qaso_sesev] »Îro ne roja dan û sitendinê ye. [2201 qaso_sesev] Mirov di rojên wilo seqemî de ji mala xwe dernakeve. [2202 qaso_sesev] Rast ji min re bibêje pûşt!« got û bi dest û pê û lepan ew da ber hev. [2203 qaso_sesev] Pir pîs lê dixist. [2204 qaso_sesev] Piştî ku ji dev û bêvila wî xwîn beliqî, êdî di navbera herdu keran de, li ser qerevîzkan da rûniştandin û digel eskerên xwe ve herçar meşkên wî ê dimsê dan ber devê qezetoran. [2205 qaso_sesev] Dims bi ser de pijiqî, têkilî xwînê bû û bi erdê ve herikî. [2206 qaso_sesev] Ew jî mîna şikerekê bêdeng rawestiyabû. [2207 qaso_sesev] Destên xwe danîbûn ser serê xwe, serî daqûl kiribû û xwe bi ser hev de kiribû gilok. [2208 qaso_sesev] Bi rê de ew û Şemsa xwe ketibûn xeyalan. [2209 qaso_sesev] Belkî ne bi wan xeyalên rengînîbana, di wê qir û şiliyê de wê nikarîba xwe bigihandana gund. [2210 qaso_sesev] Xwe berdabûn nav sûka Nisêbînê û bi dikan dikan geriyabûn. [2211 qaso_sesev] Çûbûn hindurê qijla wêrankirî. [2212 qaso_sesev] Nesro li vir bîst û pênc qurûş dîtibû. [2213 qaso_sesev] Şemsê ji kêfa, çarpîne xwe li erdê dabû û gotibû »Ez ê vê ribê, ji Kesranê xwe re hemî bidim bi qidamên şekirî.« Li ser daxwaziya Şemsê xwe berdabûn ber pira Eleman. [2214 qaso_sesev] Ji bo ku trênê li ser pirê bibînîn, tam çar seetan li wir rawestiyabûn. [2215 qaso_sesev] Şemsê wê ji qîza xwe a pêncsalî re şekirê qulqulkî, ji Beşîrê xwe ê heftsalî re nanê sûkê, ji Gulxana xwe a şanzdehsalî re kirasekî qelemsiltanî bikiriya. [2216 qaso_sesev] Nesro bi ken jê re gotibû, »Şemsê eger tu bixwazî, ez dikarim te bibim liqunta Elîebo. [2217 qaso_sesev] Ê ne keçê tu nizanî bê xwarina vê liquntê çiqasî xweş e! [2218 qaso_sesev] Ji kelizê, ji teyib û neyib jî xweştir e! [2219 qaso_sesev] Heft sal berê, di çarê gulanê de seet li duwanzdehê nîvro ez û Girdoyê Reşê em çûn vê liquntê. [2220 qaso_sesev] Bêî ku em navê xwarinê bizanibin, aşçî ji me re xwarinek anî, ecêb ecêb xweş bû, keçê! [2221 qaso_sesev] Hîn jî tahma wê xwarinê di bin zimanê min de ye!« Şemsê jî piştî ku axînek ji kezebê kişandibû, »Kuro Nesro, em û liqunte ha!« gotibû û gotin qulipandibû ser xarên zindoqî. [2222 qaso_sesev] Berdilkê wê ê piçûk Misto, xar jê xwestibûn. [2223 qaso_sesev] Bîçer ji Nesro re got: [2224 qaso_sesev] »Rabe ser xwe qewad!..« [2225 qaso_sesev] Rabû ser xwe, lê çawa rabû! [2226 qaso_sesev] Pêşî xwe avêt lingên komutên, ling maçî kirin; dûv re hişk bi herdu destên wî girt û bêsekin li ser hev dest maçî kirin. [2227 qaso_sesev] Eger komutên pehînek li qesefa sêngê ne xistiba û ew jî serpiştkî ne ketiba, ji şêla wî dida der ku maçîkirin wê hîn pir bidomanda. [2228 qaso_sesev] Bîçer berê xwe da koma zilaman û dîsa bi qahr: [2229 qaso_sesev] »Ev kûçik wê mêvanê kîjan kûçikî ji we ba?« got û qelşa hindurê qûna xwe xurand. [2230 qaso_sesev] Heso: [2231 qaso_sesev] »Ew mêvanê min e begê min.« [2232 qaso_sesev] »Mêvanê te ye ha!« got û ber pê de çeng bû. [2233 qaso_sesev] Heso xwe li ser pêyan ne digirt, herwiha rûniştîbû. [2234 qaso_sesev] Bîçer lingê xwe xist sênga wî dahf da û ji Nesro re got: [2235 qaso_sesev] »Vî qûnekî di nav dimsê de bide!« [2236 qaso_sesev] Nesro bêî ku bifikire bi bazdan hat. [2237 qaso_sesev] Bi çepilê Heso girt û ber bi mextela xwe de kişand. [2238 qaso_sesev] Heso jî di vê navê re mîna ku li mizgeftê be, hertişt ji bîr kiribû, bi hewleke mezin laşê xwe ji pîsiyê û rêxê diparast. [2239 qaso_sesev] Mêrên hûrî bin berqefan wek qedemgehê bi kar dianîn. [2240 qaso_sesev] Navbera mextela Nesro û Heso li dor çil gavekî digirt. [2241 qaso_sesev] Bi rastî Nesro bi haweyekî kotî Heso gêr kir. [2242 qaso_sesev] Eger komutên ne gotiba »Kewaşe, bes e bes e, ma qey çavên te li kuştina wî ye, bi gêrkirina wî a bi lez û bez, belkî Heso bibeheciya jî. [2243 qaso_sesev] Mîna ku terempêl lê bixîne, hewloxwarî û bêdeng li erdê veziliyabû û herwiha zahferan ji dev diherikî. [2244 qaso_sesev] Dîsa deng bi têlsizê ket. [2245 qaso_sesev] Hîn Bîçer ne axivîbû, hema wilo pê re girîna cemsan ji hêla Menderê bi ser gund de bilind bû. [2246 qaso_sesev] Gundiyan bi carekê ve berê xwe dan wir, ziq li rê nerîn û bêî ku bi xwe agahdar bibin, hêdî hêdî tewiyan. [2247 qaso_sesev] Gava serê cemsan diyar bûn. [2248 qaso_sesev] Ev qerevîzkî rûniştin. [2249 qaso_sesev] Di vê kêlîkê de ji bilî kuştin û malwêrankirinê tiştek ne dihat bîra kesekî ji wan. [2250 qaso_sesev] Herkes ketibû tolaqa canê xwe. [2251 qaso_sesev] Di dilê wan re, »Vê carê dora kê ji me ye?« derbas dibû. [2252 qaso_sesev] Ji çavên Sebriyê hûrî hêsir digindirîn. [2253 qaso_sesev] Zibêr berî wî giriyabû û bi serikên lêvan gotibû: [2254 qaso_sesev] »Wey xwelî li serê min be, bi bîst û pênc qurûşan kulmek benîşt dihat. [2255 qaso_sesev] Zarok ewqasî bi dû min de giriyan ku ji Nisêbînê çend cûm benîşt ji wan re bikirim. [2256 qaso_sesev] Lê ji ber vê xesîsiya xwe a mirdalî, ne min cûmek benîşt û ne jî çend şekirên qursikî kirîn...« [2257 qaso_sesev] Salar di ber xwe de ditewirand: [2258 qaso_sesev] »Ev teres, îro wê hinekan ji me bikujin. [2259 qaso_sesev] Îcar ev hin xwezîka Heso ya jî Circîs ba...« Lê fikirên Circîs û Heso jî eynî mîna ên Salar bûn. [2260 qaso_sesev] Wan jî ji hev re fala kuştinê vedikir û gorên hev dikolan. [2261 qaso_sesev] »Gava Heso bikujin, wê malbat bêserî bimîne. [2262 qaso_sesev] Di malbatê de ên ku şûna wî dagirin tune ne. [2263 qaso_sesev] Û wê demê jî gund wê bi min bimîne, çawa bixwazim ez ê wilo bikim...« [2264 qaso_sesev] Heso jî zahferana ku berî niha avêtibû ji bîr kiribû, dims û demûşa bi laşê xwe ve ne didît û digot: [2265 qaso_sesev] »Xwezîka Circîs kuştiba û di bedêla vê kuştinê de jî bila herdu lingên min heta bi gwîzekê jê kiribana!« [2266 qaso_sesev] Panzêrek û cemsek li jora berqefan sekinîn. [2267 qaso_sesev] Cemseke din jî qederê kîlo metroyekê hîn ji wan dûr bû. [2268 qaso_sesev] Mirov digot qey şifêrê wê li deverekê awiqîbû, bi hesabê ku hema di cih de bigiha wan, xurt diajot. [2269 qaso_sesev] Ji nav tekerên terempêlê ên dawiyê mîna ava xortûma agirvemirînê herî dipijiqî; herî bi hewa de bilind dibû, wek dolaba êş li hev dizivirî û bi lez dihat xwarê. [2270 qaso_sesev] Panzêr li pêşiya cemsê hinekî dûr sekinî. [2271 qaso_sesev] Ji heriya bi derdora panzêrê ve mirov tê derdixist ku panzêr, li gelek gundên herêmê geriyaye. [2272 qaso_sesev] Eskeran xwe berî teymen ji cemsê avêtin. [2273 qaso_sesev] Li wê navê rêz girtin û ketin temenê. [2274 qaso_sesev] Teymen bi avêtina ku xwe ji terempêlê avêt, bi yek tûşê hat nig Bîçer. [2275 qaso_sesev] Bîçer jî, bi giraniya temamê kelaxê xwe û bi qahr got: [2276 qaso_sesev] »Bênamûs lawê bênamûsan! [2277 qaso_sesev] Min di dê û jina te ku...o, te bi çi cesaretê ew lawê qahpikê xistiye wê terempêlê, hi!..« û bi şiqaman dabelişî ser. [2278 qaso_sesev] »Lêbelê komutanê min, komutanê min...« [2279 qaso_sesev] »Zû zû, wî termî bi dawiya panzêrê ve girêdin û li van herdu, sê gundan bigerînin!« Bi destê xwe Menderê, Sirêçkê û Sarincê işaret dikir. [2280 qaso_sesev] Di vê navê re jî kûçikên ku li nav rez girêdayîbûn, mîna ku ji halê xwe of kiribin, hemû bi hev re bêyefş direyan. [2281 qaso_sesev] Bîçer bi pêxêla xwe girt çirand û qîj da: [2282 qaso_sesev] »Aaaax! [2283 qaso_sesev] eskerrr! [2284 qaso_sesev] Çend dest fîşek di ser wan kûçikan re berdin, ez teqiyam! [2285 qaso_sesev] Ez çiriyam! [2286 qaso_sesev] Hiii! [2287 qaso_sesev] Ooff!« [2288 qaso_sesev] Çar eskeran digel hev berê G3ên xwe bi rajorî gund vekirin û li ser rez girêdan. [2289 qaso_sesev] Eskeran bîst û heft gule bi ser kûçikan de barandin, lê qet tu tesîr ne kir. [2290 qaso_sesev] Bi vê teqînê re kermkerm bi kûçikan ket, hin kûçik zûriyan û hin jê jî bi haweyê ku êrîşî ser mirov bikin reyan. [2291 qaso_sesev] »Serokê kûçikan dahbe Hûtooo! [2292 qaso_sesev] Bi lez û bez here wan kûçikan haş bike!« komutan got, zikê xwe bel kir û kulîmeka xwe a çepê xurand. [2293 qaso_sesev] Piştî ku çîmên xwe ji hev vekirin, hinekî xwe bi ser kabokan de tewand û bi nav şeqan lîst, dîsa got: [2294 qaso_sesev] »Esker, çend dest fîşekên din berdin wan! [2295 qaso_sesev] Min di gilika vî gundî ku...ayo!« û li meşa Hûto temaşe kir. [2296 qaso_sesev] Eskeran mîna ku komutanê wan dixwaze Hûto bireve û ew jî ji vê reva wî zewqê bistîne, di ser serê Hûto re gule firandin. [2297 qaso_sesev] Bi dengê teqînê re pêl li Hûto ket, qîr li ser qîrê da û wek babîsokê çû. [2298 qaso_sesev] Çû lê çawa çû! [2299 qaso_sesev] Berê xwe da rohilat, li nav avzêla erdê nêzîkî gund xist û ber bi gundê Dêrê de reviya. [2300 qaso_sesev] Komutan jî ji kenan lal bûbû. [2301 qaso_sesev] Li kabên xwe dixist û bi hîre hîr digot: [2302 qaso_sesev] »Ji xwe re li qevzên wî binerin aman ya rebî! [2303 qaso_sesev] Tu dibêjî qey qedenek bazdide!..« [2304 qaso_sesev] Bi rastî jî qevzên ku wî diavêtin, mirov bi hêsanî dikarîbû bi qevzên hespekî kihêl qiyas bikira. [2305 qaso_sesev] Ezmên di nav şeqên wî re xuya dikir. [2306 qaso_sesev] Gava dabû nav avzêlê û bazdida, ji av û heriya ku bi dû xwe de rakiribû, teba bû, insan bû çi direviya mirov tê dernedixist. [2307 qaso_sesev] Peşkên baranê tên. [2308 qaso_sesev] Ewrên reş û tarî çiya rapêçane, beledî vedidin. [2309 qaso_sesev] Ji ewran çiya reş vedaye. [2310 qaso_sesev] Gire gira tavan tirs û sawêrê dide. [2311 qaso_sesev] Şewq ji ezmên diçe, birûsk li tahtan dikeve agir ji tahtan bilind dibe. [2312 qaso_sesev] Û Zarok jî qîjan didin. [2313 qaso_sesev] Ew difikirin ku ev dengê çapiliyên eskeran e û bi bavê wan de diteqînin. [2314 qaso_sesev] Aha bêhneke din wê ev »Çapilî bi min de jî biteqe, hewarê yadê!« [2315 qaso_sesev] Gundî hemû behetî ne! [2316 qaso_sesev] Ziq li termê ku bêhnika din eskeran ji terempêlê avêtibûn erdê, temaşe dikin. [2317 qaso_sesev] Term digel ku bi derbên qezetoran hatibû terişandin, dîsa jî ewqasî ne bi xwîn e. [2318 qaso_sesev] Zikê wî ne qelaştine, lê serê wî bi carekê ve pelixandine. [2319 qaso_sesev] Herdu kortikên çavên wî hatine xerimandin, guh û bêvil û sitir û gunên wî jê kirine. [2320 qaso_sesev] Eger ne ji şana ruyê Hisoyê licî ba, mirov wê nizanîba ku ev termê wî ye. [2321 qaso_sesev] Hiso li hindama goristana Zorava ji serma ta girtibû, dirikrikî. [2322 qaso_sesev] Wek hevalên xwe hemiyan ew jî li ser bêr siwar hatibû. [2323 qaso_sesev] Ji goristanê hinekî bi jor de li texma Kunheftarê piştî ku dibêje »Ez diqefilim, ez nema xwe li xwe digirim«, çend deqîqe nakevin wê navê, bi ser bêr de dikumişe û nema deng jê tê. [2324 qaso_sesev] Xalûqê qubalî bi benekî naylonî ew li ser hespê girêdabû. [2325 qaso_sesev] Qapûtê xwe bi ser dadike û bi lez berê xwe didin şikeftên dorhêla Qûzo û Gurik. [2326 qaso_sesev] Xwe ji ser bestê dadigerînin, li çolbirê dixînin û didin sirtê. [2327 qaso_sesev] Dema ku karwan digihê şewlên dor gund, Hiso bêî ku kêferatê bike, hinekî dilebite. [2328 qaso_sesev] Karwan li ser daxawaziya Xalûq, Hiso li şikefteke Zivinga bi tû, datînin. [2329 qaso_sesev] Şikeft pir mezin bû. [2330 qaso_sesev] Gurikiyan di demên berê de, li dor pênc sed pezî di vê şikeftê de bi cih dikirin. [2331 qaso_sesev] Şikeft ne paqij bû, lê germ bû. [2332 qaso_sesev] Dilopan, zibilê salan bi ser hev de dewisandibû, kiribû dirg. [2333 qaso_sesev] Û karwên jî li ser van dirgan ji Hiso re agir kiribû. [2334 qaso_sesev] Hiso bi pîvana pênc gavên Xalûq ji êgir dûr vedizilînin. [2335 qaso_sesev] Piştî ku barê hespê wî datînin, hespê girênadin, hesp û bêr û Hiso di wê rewşê de dihêlin û bi lez ber bi Qubala de dimeşin. [2336 qaso_sesev] Lê mixabin karwan hîn du mişar rê navêje, Hisoyê bêkes û kûs di bin giraniya reşaya şevê de can dide. [2337 qaso_sesev] Îcar eger ne ji hespê Hiso ba, belkî esker danegeriyana vê şikeftê û ew ecêba mezin bi vî termê ku reş û şîn vedaye, ne hatiba! [2338 qaso_sesev] Hespê, xwediyê xwe dabû dest. [2339 qaso_sesev] Eskeran hesp ji dûr ve dîtibûn û rasterê xwe lê girtibûn. [2340 qaso_sesev] Hesp ji ber wan ne reviyabû. [2341 qaso_sesev] Qefilek esker gava term kişandibûn ser tahtê û bi keviran serî dipelixandin, qefila din jî hesp dabû ber devê qezetoran. [2342 qaso_sesev] Term li ser piştê bêsitar, şilfîtazî li wê navê avêtiye. [2343 qaso_sesev] Hiso hinekî dirêj û zehîf xuya dike. [2344 qaso_sesev] Sênga wî mîna ku tu postê karekî bigirî ser, hemû bi pirç e. [2345 qaso_sesev] Ji pirça wî a wek qîrê reş, mirov tê derdixîne ku Hiso hîn ciwan e. [2346 qaso_sesev] Sih sal derbas ne kiriye. [2347 qaso_sesev] Sê, çar qezetore li kortika qirikê xistine, zengelork di bin çenê de xwe daye ser hev, mîna hincasekê bel bûye. [2348 qaso_sesev] Herdu ferşên çongan ji çerm bûne, ferş zere xuya dikin. [2349 qaso_sesev] Di şûna hev de belkî çil qezetore li kêleka wî a çepê dane. [2350 qaso_sesev] Devê birînan fireh vebûne. [2351 qaso_sesev] Bi rastî kambaxî berdane laşê wî, tu nikarî nas bikî bê kî ye ev ê ku termê wî kirine sembola qebhetê. [2352 qaso_sesev] Bîçer piştî ku erza teymen, li ser ku çima term bi pey terempêlê ve girênedabû û term ji dehma Gurik heta Zorava bi erdê re ne xirxirandibû, şikenand. [2353 qaso_sesev] Pêşî xwest ku hema yekser term bi dû terempêlê ve girêde û li nav gund bigerîne. [2354 qaso_sesev] Lêbelê dûv re gotin guhert, »Wî wilo bihêlin!« got û bi aliyê term de meşiya. [2355 qaso_sesev] Lingê xwe ê rastê li ser defê sênga Hiso gerand û bi serpozka potînê birînên wî tev dan. [2356 qaso_sesev] Serpozk hinekî bi xwîn bû. [2357 qaso_sesev] Wî potîn di erdê da. [2358 qaso_sesev] Dûv re pê li sêngê kir, destekî xwe li ser kabê û ê din jî di kêlekê de danî. [2359 qaso_sesev] Qeweta kelaxê xwe hemû berda ser û qêriya: [2360 qaso_sesev] »Pêzevengino bibin rêz! [2361 qaso_sesev] Yek bi yek werin li vî lawê qahpê binerin bê kî ye?« [2362 qaso_sesev] Mele Salar ji cihê xwe qevizî, Sadiq da dû. [2363 qaso_sesev] Mele li ber term sekinî. [2364 qaso_sesev] Bîçer li çavên mele nerî. [2365 qaso_sesev] »Wek ku çavên te şil xuya dikin, tu digirî ha! [2366 qaso_sesev] Qey tu dixwazî ez wek wî li te jî bikim!« got û heta jê hat kulmek avête devê wî. [2367 qaso_sesev] Mele teqlekê bi ser hev de qulipî. [2368 qaso_sesev] Lêbelê li yek tuşê jî rabû ser xwe û bi dengekî melûl: [2369 qaso_sesev] »Begê min, wilehilezîm ez vî mirovî nas nakim.« [2370 qaso_sesev] »Lawê bênamûsan, te lê temaşe ne kir heta ku tu wî nas bikî! [2371 qaso_sesev] Li nav şeqên wî binere, belkî ji sitir û gunan tu wî nas bikî!..« [2372 qaso_sesev] Gotinên wî dilê Salar perçe kiribû. [2373 qaso_sesev] Difikirî. [2374 qaso_sesev] »Ma li himber vî zalimî ez dikarim çi bikim ya rebî! [2375 qaso_sesev] Ji vî mexlûqê ku termê miriyekî tîş tîş kiriye, ez ê çi bibêjim ax hewar! [2376 qaso_sesev] Ey xwedayê mezin, te ev ebdê xwe ê jar û hejar, ji bo ku çar qurûş pere qezenc bikira û kufletê xwe bi salê xista, qerisandiye û tu bi destê ebdekî xwe î din toran tê de dikî! [2377 qaso_sesev] Eger te qaçax bi vî ebdî şêrîn ne kiriba, ev ibret jî ne dihat serê wî! [2378 qaso_sesev] Îcar hinekî rehmê biavêje dilê vî zalimî ku xwe ji ser vî kelaxê tar û markirî bide alî!..« [2379 qaso_sesev] Mele xwe daqûl kiribû û qîq li nav şeqên wî dinerî. [2380 qaso_sesev] Piştî ku kêlîkekê dirêj wilo daqûlkirî ma: [2381 qaso_sesev] »Begê min, bi bilah û bi tilah min ew nas ne kir!« got û bi lez meşiya. [2382 qaso_sesev] Circîs di nîvê rêzê de mîna ku ne dixwest kesek wî bibîne, ketibû talda Ridwên. [2383 qaso_sesev] Dirikrikî. [2384 qaso_sesev] Bi zor xwe li ser pêyan radigirt. [2385 qaso_sesev] Heso dabû dû Sêdiq li erdê dinerî û xwe diquriçand. [2386 qaso_sesev] Dîsa paxafê girtibû dilê wî. [2387 qaso_sesev] Bi van qurîncekan dixwest canê xwe hinekî şiyar bike ku bikaribe xwe li tena bigire û komutên bibersivîne. [2388 qaso_sesev] Heso gava ku tirs û sawêr pê re çêdibû, her tim xwe diquriçand. [2389 qaso_sesev] Ev haweyê wî, di gelek caran de saw ji ser revandibû û ew bi cesaret kiribû. [2390 qaso_sesev] Lêbelê di vê carê de ev hawe qelp derketibû. [2391 qaso_sesev] Bi çermê laşê xwe digirt badida û hey badida, lê canê wî bi xwe şiyar ne dibû. [2392 qaso_sesev] Nenûkên xwe di çerm de diçikilandin û nenûk digihandin hev, lê dîsa jî mihf ne dikir. [2393 qaso_sesev] Xwe bi xwe digot, »Qey ez saxekî ji miriya me! [2394 qaso_sesev] Belkî jî ez mirî me, ez bi xwe nizanim...« û dev lêva xwe dikir. [2395 qaso_sesev] Lêv ji zû de ziwa bûbûn, xwînê lêv şil ne dikir. [2396 qaso_sesev] Hişk bi zimanê xwe girt, ziman kişiya û wî dev qurmê zimên kir. [2397 qaso_sesev] Rimekê bilind bû û bi ser komutên de pengizî. [2398 qaso_sesev] »Ecelê neke Heso efendî, sebrê bike, wê dor bigihê te«, komutan got û pehînek di zikê Sadiq werkir. [2399 qaso_sesev] Qêrîn bi Sadiq ket, bi zikê xwe girt û devê xwe xiste erdê. [2400 qaso_sesev] Di wê navê re jî eskerekî li Bedrên dixist; çima ku rûniştibû. [2401 qaso_sesev] Bîçer li dor term çû û hat û zîvirî. [2402 qaso_sesev] Ling da bin term, serzik qulipand. [2403 qaso_sesev] Pê li tilmiqûnan kir. [2404 qaso_sesev] Xwest ku wan bilewliqîne. [2405 qaso_sesev] Lêbelê tilmiqûn jî mîna temamê kelêx ji sermê bûbûn çekur, ne lewliqîn. [2406 qaso_sesev] Tif kir. [2407 qaso_sesev] Tif bi ser term de belawela hat xwarê. [2408 qaso_sesev] Kupkup bi devê wî ket, mîna ku avê di devê xwe de werde tif da ser hev, bi hêrs dîsa tif kir ser term û berê xwe da Heso. [2409 qaso_sesev] »Tam li qula qûnê binere!..« [2410 qaso_sesev] Heso çend kêlîk berê hebitî bû, lê ne bi qasî di vê kêlîka niha de. [2411 qaso_sesev] Rengê wî bi carekê ve zer qulipî. [2412 qaso_sesev] Çavên wî mîna du tasan vebûn, bêlept sekinî û beloq nerî. [2413 qaso_sesev] Gotinên bavê di bîrê de hatin. [2414 qaso_sesev] Bavê jê re gotibû »Lawê min heta bi miriyên xwe jî di destê eskerên romê de nehêlin, di miriyan de dar dikutin. [2415 qaso_sesev] Min bi çavên serê xwe dît. [2416 qaso_sesev] Dema ku Eliyê Betê bi destê eskeran hat kuştin û hevêrkî ji desthilanîn ketin, eskeran jî serê hin fêrisên wan jê kirin û dar radan wan!« Lêbelê wî ji bavê xwe bawer ne kiribû; »Yabo min digot qey tu derewan dikî, ewqasî jî nabe!..« [2417 qaso_sesev] Heso gava ku diket tengayê, gelek caran jibîrkoyî dibû û xwe belav dikir. [2418 qaso_sesev] Li gundê Cizîrê Yekmala, li Qesrikê, li Serêkaniyê, li Darê û heta li gundê Heso bi xwe di destava termê Temer de dar kutabûn. [2419 qaso_sesev] »Hiii çawa bû kerxaneçî? [2420 qaso_sesev] Te pir lê temaşe kir. [2421 qaso_sesev] De ka bibêje bê ev qûna kîjan qûnekî ye?..« [2422 qaso_sesev] Mîna yekî di xew de ku tu bi dêr wî şiyar bikî: [2423 qaso_sesev] »Haa!« got û wek dînan tevxircilî. [2424 qaso_sesev] »Bêşeref ez ji te re dibêjim ev kî ye? [2425 qaso_sesev] Tu wî nas dikî zû ji min re bibêje!« [2426 qaso_sesev] Heso ew nas ne dikir. [2427 qaso_sesev] Belkî di temamê jiyana xwe de ev mirovê ji hevqeliştî qet ne dîtibû. [2428 qaso_sesev] Lêbelê komutan wek wî ne difikirî, xwe bi ser de kil kir: [2429 qaso_sesev] »Qaçaxçiyê ku bikaribe di vî gundî re derbas bibe, miheqeq wê hin jî dostê wî hebin. [2430 qaso_sesev] Ev hin kî ne zû bibêje!..« [2431 qaso_sesev] Argûşkên Heso li hev siwar bûbûn. [2432 qaso_sesev] Gava diaxivî kufînî ji dev dihat, bêje ji hev belav dibûn, tîp tazî digindirîn. [2433 qaso_sesev] Komutên jê fêm ne dikir. [2434 qaso_sesev] Bi herdu destan weş lê xist û got: [2435 qaso_sesev] »Devê te şahidê te ye. [2436 qaso_sesev] Temam, min fêm kir ku tu wî nas dikî...« [2437 qaso_sesev] Heso bêkeys deverû çû erdê. [2438 qaso_sesev] Tibabekî wilo ma. [2439 qaso_sesev] dûv re xwe da ser hev, bi qûnkişkê xwe gihand Casim û nema tevgeriya. [2440 qaso_sesev] Gundiyan yek bi yek li term nerîn. [2441 qaso_sesev] Komutên him asaq di term û him jî di wan hemiyan de kir. [2442 qaso_sesev] Lêbelê gundî vê carê bi cesaret derketibûn, kesekî xwe li tiştekî ne kir xwedî. [2443 qaso_sesev] Di hin rojên wiha de hin wek Etman û Hesenê hûrî car caran, bêî ku hay û bayê wan ji qaçaxçiyan hebin an hin qaçaxçiyên kuştî nas bikin, bi asaqan xwe xistine bin telpê û derew li xwe kirine. [2444 qaso_sesev] Di sala 1959an de komutanê hidûd Atîlla, Etman û Hesenê hûrî bi mebesta ku qereqola hidûd şelihandibûn, xistibûn sintaqê. [2445 qaso_sesev] Bi êşkencê ewraq bi wan dabû îmzekirin û ew rêyî dadgehê kiribûn. [2446 qaso_sesev] Dadgehê yanzdeh sal ceze dabû wan. [2447 qaso_sesev] Li gor ku qaçaxçiyê navdar Hemoyê Hisê digot, Atîlla qereqol şelihandibû. [2448 qaso_sesev] Barê pênc, şeş qantiran çek û cebilxane û ewqas jî fîşek firotibûn wî û liciyan. [2449 qaso_sesev] Etman û Hesen şikiriya xwe anîbûn û gotibûn, »Mala Xwedê ava ku bi yanzdeh sal ceze bû, lê ne bi kuştina me û şewitandina gund bû!« Lê ji bilî Heso, Circîs, Kenêr û Salar kesî bîr ne biribû ku di vê bûyerê de, kuştin û şewitandina gund, wê bi kêrî yuzbaşiyê tabûra Nisêbînê usteymenê hidûd ne hatiba. [2450 qaso_sesev] Hesen Çawîş û du eskeran xwest ku termê Hiso ji destan girêdin. [2451 qaso_sesev] Lê Bîçer li himber vê rabestina wan derket. [2452 qaso_sesev] Term ji lingan girêdan û bi dû panzêrê ve kirin. [2453 qaso_sesev] Panzêrê hereket kir û berê xwe da taxa jor. [2454 qaso_sesev] Pîrekên ku li ber deriyê hewşan li hev kom bûbûn, reviyan hinduran. [2455 qaso_sesev] Paceyên odan girtin û xwe li zarokan pêçan. [2456 qaso_sesev] Panzêr li dor gund zîvirî û dîsa hat li cihê ku jê hereket kiribû rawestiya. [2457 qaso_sesev] Term ji ser piştê qulipî bû ser dev. [2458 qaso_sesev] Serê Hiso felqe felqe pejilî bû. [2459 qaso_sesev] Ji heriyê mejî, goşt, hestî û porê wî ji hev ne dihate fesilandin. [2460 qaso_sesev] Bîçer piştî ku ji ê şifêr re got: [2461 qaso_sesev] »Carekê jî di nav malan re here û were«, dîsa rahişte dêr. [2462 qaso_sesev] Darê xwe mîna şûrê qetilê avêt wî, ê din û bi qahr axivî: [2463 qaso_sesev] »Heçê ji we de qaçaxê neke diya wî jina wî be! [2464 qaso_sesev] Qaçaxê bikin, bikin!..« [2465 qaso_sesev] Kesekî gotinên wî lê venegerandin. [2466 qaso_sesev] Ji bilî Heso û Osmanê yextiyar herkes li ser pêyan rawestiyabû, serê xwe xistibû ber xwe û bi mitale difikirîn. [2467 qaso_sesev] Seet yekê nîvro ye. [2468 qaso_sesev] Bîçer li pêpîkê xist, esker hemû li dor wî kom bûn. [2469 qaso_sesev] »Zû xwe bidin ser hev ku em bi rê kevin« got û ber bi Circîs de çû. [2470 qaso_sesev] Di vê bêhnikê de jî dîkekî sipî î şamî dabû dû mirîşkekê. [2471 qaso_sesev] Bi qîje qîj û tuxe tux hevdu li dor qesirê digerandin. [2472 qaso_sesev] Dîk tu eman ne dida mirîşkê, xwe ji ser venedikişand. [2473 qaso_sesev] Mirîşkê bêmefer xwe li nav koma gundiyan xist, melisî û dîk bazda ser ku bifisikînê. [2474 qaso_sesev] Bîçer bi xwe ne xweş anî: [2475 qaso_sesev] »Lawê min, wî dîkî bigurînin!« got û bang Mîrzoyê mitirb kir. [2476 qaso_sesev] »Reyisê dîk û mirîşkan Mîrzo, were vir!« [2477 qaso_sesev] Mîrzo ji cihê ku lê sekinîbû bazda û bi haweyekî mitirbî: [2478 qaso_sesev] »Emir bike qomandarê min ê herî mezin!« [2479 qaso_sesev] »Vê mirîşkê çima xwe avêt nav koma me û xwe li ber dîk melisand? [2480 qaso_sesev] Dîk çima wilo di nav me de fisikand vê mirîşkê?« [2481 qaso_sesev] Mîrzo xwe bi ser hev de qurmiçand û bi haweyekî melûl: [2482 qaso_sesev] »Ma ez çi dizanim qomandarê min ê mezin.« [2483 qaso_sesev] »Bi bazdanê here mirîşkên xwe bîne vir û ji wan re li ribabê bixe!« [2484 qaso_sesev] Mîrzo, gava çîçik nuh ji hêkê derdiketin, çîçik dixistin hindurê sêlê, sêl bi agirekî hûr hêdî hedî germ dikir û ji çîçikan re li ribabê dixist. [2485 qaso_sesev] Bi vî haweyî çîçik mezin dikirin. [2486 qaso_sesev] Refek dîk û mirîşkên wî hebûn û hemû jî reqisvanî bûn. [2487 qaso_sesev] Dema ku Mîrzo li ribabê dixist û wan jî dengê ribaba wî dikir, dev ji êm berdidan û di cihê xwe de habela diperpitîn. [2488 qaso_sesev] Dîkekî wî î qoqo, bi rastî jî tam heqê reqsê didayê. [2489 qaso_sesev] Gava ku Mîrzo ew hemû li gasînê kom dikirin û ji wan re lê dixist, vî dîkî sergovendî dikir, baskên xwe ji hev vedikirin, xwe dilewliqand û ji vî serî diçû seriyê din. [2490 qaso_sesev] Mîrzo bi sê mirîşkan, dîkekî û ribaba xwe hat. [2491 qaso_sesev] Çûn û hatina wî hemû deh deqîqe ne girtibû. [2492 qaso_sesev] »Qomandarê min ji bo ku mirîşk bireqisin, divê ku ez bi zimanê wan bistirêm. [2493 qaso_sesev] Ew ji tirkî fêm nakin.« [2494 qaso_sesev] »Temam, bi zimanê wan bistirê!« [2495 qaso_sesev] Destên Mîrzo ji lêdanê werimî bûn, bi zor ribab digirt. [2496 qaso_sesev] Zîqînî bi ribabê xist, mirîşk çeng bûn û wî bi kurdî da ber hev: [2497 qaso_sesev] »Giriyê min bi aqilê me tê [2498 qaso_sesev] Kenê min bi halê me tê [2499 qaso_sesev] Mirîşkino zelqa we tê [2500 qaso_sesev] Gidî bigirin dawetê [2501 qaso_sesev] Eman eman eman...« [2502 qaso_sesev] Bîçer û eskerên xwe ji ken lal bûn û li erdê veziliyan. [2503 qaso_sesev] Mirzo gerek zêdî deh deqîqeyan li ribabê ne xistiba. [2504 qaso_sesev] Lê li ser emirê komutan, heta ku mirîşkên wi ji taqet ketin û di cihê xwe de melisîn, lê xist. [2505 qaso_sesev] Bîçer Circîs xewle kir û bi aliyê berqefan de meşiyan. [2506 qaso_sesev] Bi haweyekî devliken: [2507 qaso_sesev] »Circîs efendî...« [2508 qaso_sesev] Xwîn bi Circîs ve hat, ruyê wî mîna gulekê vebû. [2509 qaso_sesev] Xwe li bendî gotina dûv re ne girt, bi kêf û eşq got: [2510 qaso_sesev] »Bibêje begê min bibêje« û ziq li devê wî temaşe kir. [2511 qaso_sesev] Bîçer destê xwe di ser serê wî re bir û anî û firkand. [2512 qaso_sesev] Bi haweyê ku bikene zor da xwe. [2513 qaso_sesev] Devê wî mîna qayişa patozê veziliya, bi tenê serikê diranan diyar kirin û bi xweş û bêş: [2514 qaso_sesev] »Circîs efendî, ev Heso çima ewqasî dijminê te û kinêsa te ye? [2515 qaso_sesev] Wê rojê dîsa zilamekî xwe, vê carê jî bi sebeba ku ez qesabiya qereqolê ji zilamê te bistînim, şandibû nig Hesen Çawîş. [2516 qaso_sesev] Lê ji ber ku dilê min her tim ji te re dixawze, min zilamê Heso qewitand...« [2517 qaso_sesev] »Begê min dûrî te, dûrî te, dûrî te, Heso mirovekî teşqelker, pêxwas, fesad û şerxwaz e...« [2518 qaso_sesev] »Bihêle ez peyva xwe biqedînim!« [2519 qaso_sesev] Circîs hinekî cefilî, xwe paş de vekişand û kete temenê. [2520 qaso_sesev] »Begê min bibexişîne, devê min bişike, ma qey min li himber begê xwe qisûrek kir?« [2521 qaso_sesev] »Çend roj berê jî îcar Heso hate nig min û got: ‘Circîs dan û sitendinê bi qaçaxçiyan re dike.’ Lê min bi xwe bawer ne kir. [2522 qaso_sesev] Û ez naxwazim jî bawer bikim. [2523 qaso_sesev] Heşkere ji te re dibêjim ku ez ji Heso dihenitînim. [2524 qaso_sesev] Mirovekî pir qure û zimandirêj e. [2525 qaso_sesev] Eger rojekê ez bibihîzim ku zilamên wî di gund de xirecirê derxînin, ê ne bavê wî melkemot be jî dîsa ew ê ji nav lepên min xelas nebe, ez ê bihêlim ku başçawîşê Sitilîlê wî bi lêdanê tirek bike. [2526 qaso_sesev] Û heta belkî ez wî rêyî girtîgehê jî bikim.« [2527 qaso_sesev] Circîs pir dixwest ku Bîçer herwiha di biwara Heso de biaxive; rêya bersivê bide wî û ew jî şelafiyan jê re bike. [2528 qaso_sesev] Lê Bîçer jî mîna ku wî zarok bibîne, bi herdu destan ruyê wî hinekî firkand û bi lez hat ba eskerên xwe. [2529 qaso_sesev] Li terempêlê siwar bû, serê xwe di pacê re derxist, »Ez di dê û jinê we hemiyan ku..im û bi xatirê we!« got û terempêlan hereket kir. [2530 qaso_sesev] Ew li cemsa pêşî siwar hatibû. [2531 qaso_sesev] Panzêrê dabû dû cemsan. [2532 qaso_sesev] Termê Hiso jî mîna beretekî bi dû panzêrê ve bû û ber bi Menderê de sûrikîn. [2533 qaso_sesev] Terempêl gihabûn gundê Menderê. [2534 qaso_sesev] Lêbelê zoravî ji tirsa Bîçer hîn jî wilo bêdeng, di temenê de rawestiyabûn. [2535 qaso_sesev] Eger ne ji qelebalixa pîrekan, orandina dewêr û ewte ewta kûçikan ba, kî dizane, ev bêdengî belkî tibabekî dirêj hîn jî dom bikira. [2536 qaso_sesev] Lê pîrek ji mêrên xwe wêrektir derketibûn. [2537 qaso_sesev] Bêdengiya mêran zû xerab kirin. [2538 qaso_sesev] Li bendî wan nesekinîn; dewar û pezên xwe bi çolê de rast kirin û xwe berdan ser bênderan. [2539 qaso_sesev] Teqil û pêl li zilaman ket. [2540 qaso_sesev] Dijmin û dijmin digel hev rêz girtibûn. [2541 qaso_sesev] Yek bi yek ji ber hev ketin, heryek ber bi hevalê xwe de pekiya û xwe li dera ha dan ser hev. [2542 qaso_sesev] Du komên dijmin ji hev cida rûniştin û bi ser êşa birînên xwe de tewiyan. [2543 qaso_sesev] Çar, pênc seetan lêdan xwaribûn û li ser pêyan rawestiyabûn. [2544 qaso_sesev] Eger Bîçer ji gund nedaba rê û herwiha asaq û tore di wan de kiriba, van mirovan belkî pênc seetên din heta belkî deh, panzdeh seetên din jî bi wî haweyî bikarîba xwe li ser lingan ragirtiba. [2545 qaso_sesev] Piştî ku bawerî anîn êdî Bîçer nema li wan vedigere, bi êşa canê xwe şiyar bûn û li ser wê şil û pilê bêhemd xwe ramidandin. [2546 qaso_sesev] Piçûk û mezin temamê gund bi ser bênderan de kişiyan. [2547 qaso_sesev] Qefile bi qefile dihatin. [2548 qaso_sesev] Lê Sarê di nav wan de xuya ne dikir. [2549 qaso_sesev] Meyro dabû pêşiya qefilê û bêhnçikyayî dihat. [2550 qaso_sesev] Dergûş li malê avêtibû. [2551 qaso_sesev] Xawas, servekirî û bi tena kirês bû. [2552 qaso_sesev] Hûçikên wê ên berdayî bi erdê ve dikişiyan. [2553 qaso_sesev] Pêxêla wê vekirîbû. [2554 qaso_sesev] Memikên wê ên girover di şîr de zewirîbûn, serikê memikan mîna du guhîjan di bin kirês de bel bûbûn. [2555 qaso_sesev] Wê nizanîbû ku bi wî haweyê xwe, pê li adetên civakê kiriye û meydan ji zilaman re xwendiye. [2556 qaso_sesev] Ji herkesî bêtir ew tirsiyabû. [2557 qaso_sesev] »Min kuştina bavê xwe dît, ez naxwazim kuştina Temo jî bibînim«, digot. [2558 qaso_sesev] Li gor tore û edetan şerm bû gava ku pîrekê di nav koma zilaman de, mêre xwe maçî kiriba. [2559 qaso_sesev] Lê Meyroyê, mîna ku ne di nav kevnepoşiyên islamê de mezin bûbû, li pêş wêqas komê, çepilên xwe li gewriya Temo gerandibûn û ew maçî dikir. [2560 qaso_sesev] Temo jî ew dahf dida û bi hêrs jê re digo »Keçê, xwe ji ser min bide alî, şerm e! [2561 qaso_sesev] Li himber bavê min tu çawa dikarî min maçî bikî!..« Lê pir jî dixwest ku devê wê ji ruyê wî, heta ji temamê laşê wî derneketa. [2562 qaso_sesev] Di nav livînan de ji bo ku Meyro xwe lê bipêça û nehişî pê re têketa têkiliyê, can dida. [2563 qaso_sesev] Gelek pîrekên din jî mîna Meyroyê kiribû. [2564 qaso_sesev] Pîrekan mûlit kiribûn setqe ku mêr dîsa bi saxî li wan vegeriyana. [2565 qaso_sesev] Jina Cemşîtê şivan kurka ku hîn di ser hêkan de bû kiribû setqe. [2566 qaso_sesev] Cemşît bi qahr ji jina xwe re digot »Keçê Helê, ma mirov kurkê dike setqe!« Helîmê jî jê re digot »Ma ji mirîşkekê pê ve çî me hebû Cemşîtko! [2567 qaso_sesev] De îcar şikiriya xwe bi rebê banî bîne ku tu da xatirê wê mirîşkê. [2568 qaso_sesev] Eger min kurk ne kiriba setqa te, bi saxî tu ê çawa li min vegeriya!« [2569 qaso_sesev] Bîçer û eskerên xwe zoravî êşandibûn. [2570 qaso_sesev] Canê wan bi lêdanê kiribûn wek rêsî. [2571 qaso_sesev] Parsû û serê hinekan şikenandibûn. [2572 qaso_sesev] Ling û destên wan bi daran terişandibûn. [2573 qaso_sesev] Hin jê xwîn vedirşiyan. [2574 qaso_sesev] Lê dîsa jî ev lêdana ha li gor lêdanên berê, ne tiştek bû. [2575 qaso_sesev] Zoraviyan qezenç kiribû. [2576 qaso_sesev] Kesek ji wan ne hatibû kuştin. [2577 qaso_sesev] Hebûn, hema çiqasî bi merez û êş û cefa ba, dîsa jî ji nebûnê çêtir bû. [2578 qaso_sesev] Herkesî şikiriya xwe dianî û digot »Mala wî ava ku kesek ji me bi dû terempêlan ve girêneda! [2579 qaso_sesev] Kesek ji me bi rêya nexweşxana Mêrdînê de neşand! [2580 qaso_sesev] Kesek ji me ne kuşt! [2581 qaso_sesev] Mala wî hezar hezar carî ava be ku pîra Sarê ne kuşt!..« [2582 qaso_sesev] Li vê herêmê mirovê gava ku di sinhetê xwe de dibû pispor, civatê leqabek lê dikir. [2583 qaso_sesev] Navê Îsa, Mûsa, Mihemed, Ebû Sufyan, Tecal, Şeytan, Cibraîl, Îzraîl û hwd. [2584 qaso_sesev] hema hema li her gundî hebû. [2585 qaso_sesev] Li Zorava jî ji Sadiq re »Îsa«, ji Kenêr re«, Şeytan«, ji Xelef re »Bahlûl«, ji Zibêr re »Ebû Sufyan« digotin. [2586 qaso_sesev] Heso ji hawhaw ketibû. [2587 qaso_sesev] Nikarîbû raba ser xwe. [2588 qaso_sesev] Lingê wî ê tehenî ji felaqê, mîna balonekê nepixîbû. [2589 qaso_sesev] Ling diariya. [2590 qaso_sesev] Dema ling dilebitand, tevzînok bi ling vê hildikişiyan agir bi kezeba wî diket. [2591 qaso_sesev] Bi pişta xwe girtibû û xwe bi ser hev de diguvaşt. [2592 qaso_sesev] Ji pehînên Bîçer canê wî birîn bûbû. [2593 qaso_sesev] Temo ew li ser pişta xwe kiribû û anîbû malê. [2594 qaso_sesev] Sarê ketibû ber pişta wî û melhema çavan di piştê de dida. [2595 qaso_sesev] Bi berger: [2596 qaso_sesev] »Heso laşê te xerab bûye, ka em te bibin Mêrdînê nig textor.« [2597 qaso_sesev] Wî bi hinc destê Sarê ji ser pişta xwe heliqand: [2598 qaso_sesev] »Textorê min di gund de ye, xwîna wî melhema birînên min e!« [2599 qaso_sesev] Sarê qesda gotina wî fêm dikir. [2600 qaso_sesev] Lê ne dixwest ku cirê pê re bikişîne û têkeve gewriya wî. [2601 qaso_sesev] Hinekî fikirî. [2602 qaso_sesev] Xuya dikir ku hêl dida gotinên bijarte; bi van gotinan mêrê xwe nerm bike, da ku felaketeke ji a berî niha mezintir bi serê wan de neyê. [2603 qaso_sesev] »Zarokên xelkê ji dengê tivingên eskeran hebitîne, bêhna xwe fireh bike ez bi heyran...« [2604 qaso_sesev] »Bila ew birayê te ê kafir jî wilo bifikire! [2605 qaso_sesev] Erê keçê, ev niha tu çima hat nav wan eskeran! [2606 qaso_sesev] Eger min ew derew bi wî teresî re ne kiriba niha tu kuştîbû! [2607 qaso_sesev] Ez hîn jî difikirim bê ew gotinên wilo çawa hatin bîra min!« [2608 qaso_sesev] Sarê bi hesabê ku dilê wî xweş bike. [2609 qaso_sesev] »Erê pîro, ma çima qey tu hindik î! [2610 qaso_sesev] Bi Xaliq tu îro tam zilam bû. [2611 qaso_sesev] Him bi aqilê xwe û him jî bi mêraniya xwe, tu gula komê bû.« [2612 qaso_sesev] »Tew, bê çi guleke xweşik bû mêro. [2613 qaso_sesev] Tereso qûna me çilvirand, gû û mû da me û tu jî çêlî gulan ji min re dikî! [2614 qaso_sesev] Bi rastî ev jin, ev jin şeytanê mêr e! [2615 qaso_sesev] Gava dilê wê bixwaze, dikare mêr bi qasî Rûto mezin û bi qasî Şûto jî piçûk bike! [2616 qaso_sesev] Bê kê bîra gulê dibir kuro!..« [2617 qaso_sesev] Ew hîn wilo diaxivî, Hemo gava xwe avête hindur: [2618 qaso_sesev] »Apê Heso Xwedê xêr bike, mesele çi ye? [2619 qaso_sesev] Ji bo çi te şandibû dû min?« got û di pêşberî wî de çarmêrkî rûnişt. [2620 qaso_sesev] »Xwedê xêr neke! [2621 qaso_sesev] Em nikarin vê tirê ji mala hûran re bihêlin. [2622 qaso_sesev] Têhildan di nav me de ji bav û kalan de tiştekî şerm bû. [2623 qaso_sesev] Lê van teresan ev bêşerefiya ha kir sêr û li me rast kirin. [2624 qaso_sesev] Carekê derew, du caran derew, sê caran derew her ku qomandarê hidûd bi eskerên xwe ve digire ser gund, vê gotinê dibêje.« [2625 qaso_sesev] Hemo piştî ku keserek kişand, destê xwe avêt bêrîka qêpût, ji bêrîkê qutiya tûtinê derxist. [2626 qaso_sesev] Qutî mezin bû. [2627 qaso_sesev] Kenarekî wê zingar girtibû. [2628 qaso_sesev] Serê xwe bi ser qutiyê de tewand û di ber xwe de: [2629 qaso_sesev] »Kîjan gotinê dibêje?« [2630 qaso_sesev] Heso ji cihê xwe qevizî û mîna gindorekî bi ser çementoyê de herikî. [2631 qaso_sesev] Xwe qulipand ser kêleka çepê û bi zirt peyivî: [2632 qaso_sesev] »Tu çima xwe ehmeqşeytanî dikî Hemo! [2633 qaso_sesev] Ma te ne dît bê Hesen Çawîş ji te re çi digot!« [2634 qaso_sesev] »Bêhna xwe fireh bike apo«, balîf ji ber pişta xwe da alî û destê xwe avêt çeqmêq. [2635 qaso_sesev] Temo rê nedayê, ji cihê xwe çeng bû û bi hirmet çeqmaq li ber pêxist. [2636 qaso_sesev] Çixare qalind pêçabû. [2637 qaso_sesev] Ji aliyê qûnikê ve pêxist. [2638 qaso_sesev] Dixana çixara wî mîna badokê, zirav li hev zîvirî û ber bi beştan de bilind bû. [2639 qaso_sesev] »Apê Heso ez jî wek te difikirim. [2640 qaso_sesev] Îdrîs fesad e; bi fesadiyê mû ji bavê xwe bernedaye. [2641 qaso_sesev] Ez bawer dikim ku biwara me li cem Hesen Çawîş an û qomandarê wî kiriye.« [2642 qaso_sesev] Temo berî bavê xwe: [2643 qaso_sesev] »Rast e, Îdrîs mirovekî vîlikî ye. [2644 qaso_sesev] Serkêşê vîlikgerê hûran Îdrîs e. [2645 qaso_sesev] Eger wî gotineke wilo bi çawîş re ne kiriba, çawîş ji nav wêqas komê bi qirika wî ne digirt. [2646 qaso_sesev] Çawîş genitiya wî ji tiliya xwe bêhn ne kiribû. [2647 qaso_sesev] Çawîş rast dibêje.« [2648 qaso_sesev] Heso ji nişkê ve gotin guhert: [2649 qaso_sesev] »Ka ew rebenê Nesro li ku ye?« [2650 qaso_sesev] Meyro: [2651 qaso_sesev] »Apo çû mala xwe.« [2652 qaso_sesev] »Ma wê çima nere mala xwe caminê, em di şerê top û tenq û teyaran de ne. [2653 qaso_sesev] Erê kuro niha hûn bi qedirê Mishefa Reş kin, ma çi hewcedarî pê heye ku ev xelk bi cûzdan û mizdanan li van gundik û mindikan ji xwe re bigerin, hi! [2654 qaso_sesev] Kî ji me çi bike ew pê dizanin. [2655 qaso_sesev] Me yek bi yek nas dikin. [2656 qaso_sesev] Navên me hemû li ba wan qeyd kiriye. [2657 qaso_sesev] Çend qulên teban û şikeft di van qelaç û çiyayikên me de hene, bi hemiyan dizanin. [2658 qaso_sesev] Tobe estexfîrulah, erê niha ku di navbera Tirkî û Sûriyê de, û ya jî di navbera me û van dêqereqahpên eskeran de şer hebûya, dîsa xem ne dikir lo, bila li ser me bigeriyana. [2659 qaso_sesev] Dibê de were û kirasê xwe neçirîne! [2660 qaso_sesev] Bêşerefên qomandarên hidûd, tabûra Nisêbînê û başçawîşê qereqolê lingên me xistine zikê me oof! [2661 qaso_sesev] Bûne şahên me şahên me!..« [2662 qaso_sesev] Sarê pala xwe dabû dîwêr, li wan dinerî û kûr kûr difikirî. [2663 qaso_sesev] Gotinên mêr û lêw kezeba wê peritandibû. [2664 qaso_sesev] Ditirsiya. [2665 qaso_sesev] Xwe di halekî heyirî de didît. [2666 qaso_sesev] Di mala wê de û li pêş çavên wê mêr û law, şêwira lêdan û kuştina bira û merivên wê digerandin. [2667 qaso_sesev] Lê mixabin nikarîbû du gotinên xêrê bi wan re bikira. [2668 qaso_sesev] Bawer ne dikir ku Îdrîs muxbirî kiriye. [2669 qaso_sesev] Çimkî birayê xwe baş nas dikir, dizanîbû ku di terbiya wî de cihê muxbiriyê tune bû. [2670 qaso_sesev] Lê wê çawa bikarîba ev yeka ha ji wan re bipeyitanda? [2671 qaso_sesev] Wê bi kîjan gotinan bikarîba dinyaya Heso a reş û tarî ronahî bikira? [2672 qaso_sesev] Li gor wê ew mirovekî zikreş, bêûjdan û serxweçûyî bû. [2673 qaso_sesev] Wî bi ûjdanê xwe ê qirêj, dilê wê ê paqij dilewitand. [2674 qaso_sesev] Nava wê dikeliya dixwest bigirî, lê girî layiqî xwe ne didît. [2675 qaso_sesev] Destê xwe dabû ber ruyê xwe û bi haweyê ku Heso bi êşa dil û kezeba xwe agahdar bike, dil û kezeba Heso li gwîzên xîne, melûl melûl lê temaşe dikir. [2676 qaso_sesev] Li vî tewî bav û law e û li wî tewî jî dîsa bav û law e. [2677 qaso_sesev] Ên bi wan re jî hemû xwediyên wê ne. [2678 qaso_sesev] Bêhneke din wê xwe berdana gasînên gund û mîna teyran di hev re bifiriyana. [2679 qaso_sesev] Dê çawa bikira vê pîra perşikestî? [2680 qaso_sesev] Giriyê wê dê çawa têra hemiyan bikira! [2681 qaso_sesev] Gelo ew dilê wê ê ku bi qasî dilê teyrikekî piçûk bûbû, dê çawa bikarîba xwe li ber wê êşa mezin bigirta! [2682 qaso_sesev] Di vê bêhnikê de pir dixwest ku Mele Salar li vir ba. [2683 qaso_sesev] Di dilê xwe de ditewirand, »Belkî wî bikarîba ev zilamên xafil ku ji hîsên insanetiyê hatine dawişandin, hinekî hedayet kiriba...« Dixwest qasidekî bişîne dû melê. [2684 qaso_sesev] Û dîsa li Heso dinerî. [2685 qaso_sesev] Heso mîna hûtekî heft serî di devê derî de didît. [2686 qaso_sesev] Qasid kî diba bila biba, ew ê di bin xezeba vî hûtî de bipelixiya. [2687 qaso_sesev] »Temo zû gazî birayên xwe bike; bila herkes li vir bicive; da ku em û van teresbavên hûran çend kaban biavêjin hev!« [2688 qaso_sesev] Sarê bêhemd ji cihê xwe qevizî. [2689 qaso_sesev] Li ber Heso sekinî, xwe bi ser de daqûl kir û bi herdu destan: [2690 qaso_sesev] »Hey Xwedê topek li ser dilê te û dûv re jî li ser dilê Circîs xisto! [2691 qaso_sesev] Ev hûn doza çi li alemê dikin, we çi xwe raçavî hev kiriye! [2692 qaso_sesev] Ji vê rîha xwe a sipî fedî bike! [2693 qaso_sesev] Ma ne tu limêj dikî, hey Xwedê limêj qebûl nekiro! [2694 qaso_sesev] Mûyekî reş di laşê te de nemaye, ji pirça laşê xwe ê sipî fedî bike, hey malviritiyo! [2695 qaso_sesev] Ji mirina te re tirek û fisek maye, li zarokên xwe bifikire, hey ne misilman! [2696 qaso_sesev] Tiştê bû çû, çû« [2697 qaso_sesev] Ji peşkên tifa devê Sarê, serê Heso ê keçel şil bûbû. [2698 qaso_sesev] Gotinên jina wî pê ne xweş hatibûn. [2699 qaso_sesev] Sarê li himber Hemo erza wî şikenandibû û ew piçûk xistibû. [2700 qaso_sesev] Heso hilda xwe rabe, lê nikarîbû. [2701 qaso_sesev] Eskerkî rûnişt û bi qîje wîj: [2702 qaso_sesev] »Ê ne jina Circîsko, jina Circîsko binere ez rabim, ez ê te biçirînim ha! [2703 qaso_sesev] Waweylê, esas Circîsê herî mezin di mala min de ye û hîn jî min nas ne kiriye kuro!..« [2704 qaso_sesev] Sarê jê danexwar: [2705 qaso_sesev] »Wey Xwedê bike yek ji we kêr yek penêr be! [2706 qaso_sesev] Hema heçê ji we de ji ser hev vegere, ker di jina wî ...e û hew!« got û bi lez ji oda mêvanan derket. [2707 qaso_sesev] Temo wek çipik firiya û bi nav malan ket. [2708 qaso_sesev] Hemo da xwe ku here malê, Heso peyivî: [2709 qaso_sesev] »Bi ku de Hemo?« [2710 qaso_sesev] »Ez dixwazim herim demaça xwe bînim.« [2711 qaso_sesev] »Ka niha rûne heta ku kom bicive.« [2712 qaso_sesev] Hemo şêwirdar û cîgirê Heso bû. [2713 qaso_sesev] Ev yeka ha bi dilê Sarê jî bû. [2714 qaso_sesev] Desteka Sarê û hinek jî pir ehmeqiya pizûriyan, Hemo di nav bêaqilan de kiribû aqilmend. [2715 qaso_sesev] Dema wî bixwesta dikarîbû piçekî Heso ragirta. [2716 qaso_sesev] Digel ku mirovekî nezanbû, dîsa jî gotina wî li cem Heso derbas dibû. [2717 qaso_sesev] Di gelek caran de biryarên Heso betal kiribûn û li gor lênerînên xwe kar meşandibû. [2718 qaso_sesev] Sarê jê hez dikir. [2719 qaso_sesev] Lê di rojên pevçûnan de, bi qasî ku nefret ji Heso dikir, ewqasî jî ji wî dikir. [2720 qaso_sesev] Hemo vê carê jî dikarîbû Heso haş bikira û rê nedaba pevçûnê. [2721 qaso_sesev] Lê serê wî bi xwe jî wek ê mezinê wî piçûk bûbû. [2722 qaso_sesev] Dema Hesen Çawîş lê êşkencê dike, ew Çawîş bi Îdrîs dişibîne. [2723 qaso_sesev] Ji pehînên Bîçer qolinc hatibûnê, bêî ku Heso bi xwe agahdar bike, xwe bi ser hev de eciqandibû û geft li Îdrîs û Circîs xwaribûn. [2724 qaso_sesev] Heso biderxistina pevçûnê, biryareke tam li gor dilê wî dabû. [2725 qaso_sesev] Di hindurê nîv seetekê de ji bilî Hûto, temamê mêrên pizûriyan li oda Heso civiyan. [2726 qaso_sesev] Pizûrî bi mêrên xwe ji hûran hindiktir bûn. [2727 qaso_sesev] Ji bilî kesên cîran, pizûrî bîst û pênc û hûrî jî sih mêrên xwe hebûn. [2728 qaso_sesev] Lê ji ber ku her-du bendan jî Hûto bi pênc mêran dihesibandin, di pevçûnê de dibûn wek hev. [2729 qaso_sesev] Dema ku gundî bi pevçûnê diketin nav hev, pênc mêrên hûrî digel hev êrîş dianîn Hûto. [2730 qaso_sesev] Ew jî eger ne bi werîsan ba dîsa jî pê nikarîbûn. [2731 qaso_sesev] Pênc zilaman bi çar werîsan Hûto dixistin navbera xwe. [2732 qaso_sesev] Heryekî bi serê werîs digirt û wek babîsokê li dor wî dizîvirîn. [2733 qaso_sesev] Piştî ku Hûto bi fenda Cemşîtê şivan dihat girêdan, îcar herpênc mêr bi daran dibelişîn ser. [2734 qaso_sesev] Lê li himber vê fendê, Hûto jî rêyekê ji xwe re dibîne. [2735 qaso_sesev] Di kêlîkên şer de hildikişiya ser xênî, du zilamên hevalbend kevir diavêtin ber û wî jî habela ev kevir di dijminên xwe de werdikirin. [2736 qaso_sesev] Avêtina kevirên wî bi xwe jî hêjayê temaşekirinê bû. [2737 qaso_sesev] Keviran li hewa mîna ferên aşan difîkand û bi teqil dihatin xwar; gurmînî bi erdê diket toz û dûman bilind dibû. [2738 qaso_sesev] Ji tirsa kevirên Hûto, hûran şer dadixistin binya bênderên jêra gund. [2739 qaso_sesev] Lê Hûto jî wî çaxî bi koçanîkan raserî wan dihat. [2740 qaso_sesev] Koçanîkên wî ji merşên mûyînî bûn. [2741 qaso_sesev] Benên koçanîkan bi kevnepotikên Sarê pêçabûn. [2742 qaso_sesev] Gava ku koçanîk dizîzikand û kevir diavêt, te digot qey topa malûmatê diteqe, xumîn û gumîn bi derdorê dixist. [2743 qaso_sesev] Hemo li kêleka Heso pala xwe daye dîwêr û riniştiye. [2744 qaso_sesev] Luqman û Bedirxan li ber devê derî li ser pêyan digel hev dikin piste pist. [2745 qaso_sesev] Ji lepta wan xuya dike ku ew jî şer dixwazin. [2746 qaso_sesev] Heso oda xwe ji kevirên nicirandî bi haweyê bajarkî ava kiriye. [2747 qaso_sesev] Ode baş fireh e. [2748 qaso_sesev] Lêbelê pizûriyan bi qelebalixê ode li xwe teng kirine. [2749 qaso_sesev] Çar pacên odê hene. [2750 qaso_sesev] Dudu jê li başûr, herduyên din jî li roava dinerin. [2751 qaso_sesev] Ode yek tebaqe ye, lê bi qasî tebeqe û nîvekê bilind tê. [2752 qaso_sesev] Binê wê li ser qamekê ji kevir û betonê hatiye dagirtin. [2753 qaso_sesev] Ode li ser pênc maxan e. [2754 qaso_sesev] Ji hêla bakur ve du max jê li ser rewtên hesinî ne. [2755 qaso_sesev] Rewt hîn ji dema elemanan de bi dest xistine. [2756 qaso_sesev] Di gelek xaniyan de ev rewt hene. [2757 qaso_sesev] Navbera maxan yek metro ye. [2758 qaso_sesev] Max bi depan rapêçayî ne. [2759 qaso_sesev] Hin dep qelişî ne û betonê di wan re daye der. [2760 qaso_sesev] Li ser banê odê ji hêla başûr ve yektew tibabê çengekî bilind dîwarekî bi zeraqe heye. [2761 qaso_sesev] Dîwar êretî çêbûye. [2762 qaso_sesev] Kevir bêxerc reqifandine hev. [2763 qaso_sesev] Hindurê odê bêxemil e. [2764 qaso_sesev] Hindur bi du kulavên mêrdînkî raxistî ye. [2765 qaso_sesev] Kulav rengînî û nuh xuya dikin; lê herdu jî kevin in. [2766 qaso_sesev] Kilsa odê difiride û xwe bi mirov digire. [2767 qaso_sesev] Xuya ye ku kevirên kilsê baş ne şewitandine, kils nikarokî hatiye. [2768 qaso_sesev] Ji bilî sûretê Rûto li odê sûret tune ye. [2769 qaso_sesev] Sûret raserî cihê Heso daliqandî ye. [2770 qaso_sesev] Bavê wî, ji zilaman bêtir dişibe pîrekan. [2771 qaso_sesev] Mîna ku kose bû, bêrîh û simbêl û bi kezî ye. [2772 qaso_sesev] Çengelê luksê bi bin zikê xênî ve ye, luks birine aliyê malê. [2773 qaso_sesev] Sobe sar e. [2774 qaso_sesev] Lûlên wê li ser enîşkekê dirêjî bixêrîkê dibin. [2775 qaso_sesev] Enîşk hinekî kupyayî ye. [2776 qaso_sesev] Menqel tije arî ye û li ber dîwarê serşokê hatiye danîn. [2777 qaso_sesev] Lempe jî tam li jora Heso daliqandî ye. [2778 qaso_sesev] Bêhna mîzê ji serşokê tê. [2779 qaso_sesev] Heso di nêzîkî wê de li ser doşekê rûniştiye. [2780 qaso_sesev] Çixarê ji çixarê pêdixin. [2781 qaso_sesev] Temo, legana ku ji bo çixarên xwe tê werkin, di nîvê odê de daniye. [2782 qaso_sesev] Ava di hindurê wê de mîna pirika binê sarincan zer xuya dike. [2783 qaso_sesev] Remo dîsa avsîrk xwariye, bêhna nêriyan jê difûre. [2784 qaso_sesev] Nûrî mîna ku şorik xwaribe, pir avê vedixwe. [2785 qaso_sesev] Bi herî û rêxa binê şekalên xwe, devê derî seyandine. [2786 qaso_sesev] Zarokek bi dilşewatî li hewşê digirî. [2787 qaso_sesev] Dengê sêwiyan ji giriyê wê te. [2788 qaso_sesev] Keçikek e, lê qîza kê ye? [2789 qaso_sesev] Gelo ne be ev keçik li ser nanê genimî digirî? [2790 qaso_sesev] Belkî jî lingên wê ên xwas di nav heriyê de qerisî ne? [2791 qaso_sesev] Kesek guh li vê zarokê nake. [2792 qaso_sesev] Hemû jî bi dengekî bilind diaxivin û şêwira şer datînin. [2793 qaso_sesev] Zirtan dikin û xwe dizirzitînin. [2794 qaso_sesev] Zibêr nav di xwe de dide. [2795 qaso_sesev] Selîm li sênga xwe dixe. [2796 qaso_sesev] Kenêr destê xwe dihejîne. [2797 qaso_sesev] Simo xeberan dide. [2798 qaso_sesev] Hemo dikene. [2799 qaso_sesev] Ji herkesî bêtir Mihoyê cîran xwe daye pêş. [2800 qaso_sesev] Ne be ev keçika ku kezebê dax dide, keça wî be? [2801 qaso_sesev] Ji ber ku kufletê wî nanê ceh dixwe. [2802 qaso_sesev] Bi gavantiya ku car caran dikir, ji hin malan lewaşên genimî distendin û zarok hînî vî nanî kiribûn. [2803 qaso_sesev] Dengê Sarê tê... [2804 qaso_sesev] »Lawê min Luqman, ma ji bo vê pevçûnê tu çi dibêjî?« [2805 qaso_sesev] Miho ne hişt ku Heso dawiya peyva xwe bîne. [2806 qaso_sesev] Rabû ser kaban, mîna ku gergerekê bendê ew be, destê xwe hejand: [2807 qaso_sesev] »Em nikarin çarika bênamûsiyê bikişînin serê xwe! [2808 qaso_sesev] Circîs û lawên xwe heşkere heşkere giliyê me li cem eskeran dikin. [2809 qaso_sesev] Eger wilo bimeşe û em bêvila wan nefirkînin, bi telaq wê heta bi giliyê jinên me jî li cem eskeran bikin!..« [2810 qaso_sesev] Miho pir dixwest ku civatê navê wî bikira Tecal. [2811 qaso_sesev] Heyranê Kenêr bû. [2812 qaso_sesev] Ji bo ku di qada wî de bilîsta, dikarîbû bûba xwedênenasê herî mezin. [2813 qaso_sesev] Yekî wilo bû ku dikarîbû bigota, »Îro gava ez li çiyê bûm, dengê kûçikan ji ezmên dihat!« Civat bi ehmeqiya xwe dikenand. [2814 qaso_sesev] Îcar Kenêr jî wê bigota »Rast e, ne tiştekî ecêb e ku dengê kûçik ji ezmên bê. [2815 qaso_sesev] Teyrek dikare cewrikekî hilgire ezmên û cewrik jî bireyê. [2816 qaso_sesev] Ma qey nabe?« Civat bi jîritiya xwe dikenand. [2817 qaso_sesev] Ferqa Kenêr û Miho ewqas bû. [2818 qaso_sesev] Niyeta Miho û rawestinê tune bû. [2819 qaso_sesev] Wî dê hîn gelek gotinên ji xwe mezintir li nav guhê civatê xista, lê Qasoyê cîran rê lê girt û bi şêweyekî nerm: [2820 qaso_sesev] »Lawo Miho hinekî giran be giran!« [2821 qaso_sesev] Miho li Qaso zîvirî û beşişî: [2822 qaso_sesev] »Kuro ma qey di nav vê civatê de wek min giran kî heye gelo? [2823 qaso_sesev] Wê rojê li Nisêbînê ez çûm ser qentarê û min xwe wezinand, bi Qurana ser çonga melê ez tam nod kîlo derketim!« [2824 qaso_sesev] Ji bilî Qaso temamê civatê pê keniya. [2825 qaso_sesev] Lêbelê ew hîn jî bi xwe şiyar ne bûbû. [2826 qaso_sesev] Devê xwe tije kir ku dîsa balê bikişîne ser Circîs, Luqman pê ve danî: [2827 qaso_sesev] »Yabo, Îdrîs mirovekî fesad û dijminê riknê malbata me ye. [2828 qaso_sesev] Ez Hesen Çawîş ji nêzîk de nas dikim. [2829 qaso_sesev] Weke hûn jî dizanin nav min û wî xweş e. [2830 qaso_sesev] Hesen ne wek Bîçer mirovekî çavsor, telaqreş û derewîn e; deqarû û çavfireh e. [2831 qaso_sesev] Wê roja ku ez ji Nisêbînê dihatim gund, li hindama qereqolê Hesen pêrgî min hat. [2832 qaso_sesev] Pakêteke tûtinê dirêjî destê min kir û got ‘Luqman efendî, ez dixwazim tu vê pakêta dorsor wek diyarî ji dest min bigirî. [2833 qaso_sesev] Min pir dixwest ku ez diyariyeke mezin bidim te, lê mixabin destê min teng e.’ Min pakêt ji destê wî girt û hema wilo yekser min destê xwe avêt bêrîka şerwêl. [2834 qaso_sesev] Ji sed û pêncî wereqî bi tenê sed wereqe bi min re mabû. [2835 qaso_sesev] Min xelefa qenciya wî, bi sed wereqî lê vegerand. [2836 qaso_sesev] Eger hezar wereqe bi min re heba, bi telaq min ê ew hezar jî dabayê.« [2837 qaso_sesev] Gotinên Luqman li telê Sadiq ket. [2838 qaso_sesev] »Hewce nake, tu xwe ewqasî li berxînî Luqman. [2839 qaso_sesev] Piştî ku tu hatî gund, te dîsa dikarîbû hezar wereqe ji nav malan peyde bikira û bigihanda destê Hesen Çawîşê xwe.« [2840 qaso_sesev] Gotina wî li zora Luqman çû. [2841 qaso_sesev] Piştî ku got: [2842 qaso_sesev] »Îsa Sadiq a te tiştekî din e, ez te fêm dikim« û dîsa peyv zîvirand ser Çêwîş. [2843 qaso_sesev] »Nizamim gelo çavê we li Hesen Çawîş ket, îro gava dar li binê lingê apê me ê Selîm dihejmart, çav dikir min kuro! [2844 qaso_sesev] Yanî wek tiştekî bibêje, ‘Luqman ez mecbûrî vê lêdanê me, min fêm bikin, weh! [2845 qaso_sesev] Ez esker im, nikarim bêdiliya qomandarê xwe bikim. [2846 qaso_sesev] Ma qey hûn dixwazin ku ez mehekê dereng herim mala xwe, hi? [2847 qaso_sesev] Bibexişînin, çênabe ku ez êşkencê bi we nekim.’« [2848 qaso_sesev] Selîm bi coş rabû ser xwe û bi haweyê ku gotinên Luqmên bipeyitîne. [2849 qaso_sesev] »Gava ku Hesen Çawîş bi daran daweriqandibû lingên min û ji lingan xwîn bi nav şeqên min de diherikî, çav dida min jî kuro! [2850 qaso_sesev] Heta dikire niçe niç û ax û wax jî! [2851 qaso_sesev] Luqman belkî te jî ew di wî haweyî de dîtibe, ma ne wilo bû?« [2852 qaso_sesev] Luqman mîna ku temamê gotinên wî bipejirîne, serê xwe sê, çar caran hilda û danî. [2853 qaso_sesev] Ber bi derî de gav avêt, sekinî û di cih de li ser milê çepê zîvirî: [2854 qaso_sesev] »Hesen Çawîş mirovekî rast...« [2855 qaso_sesev] Xwest bibêje »Hesen Çawîş mirovekî rastgo ye, hîç derewan nake«, lê ji qorziya odê Xelef lê qewimand: [2856 qaso_sesev] »Herçi eskerên ser hidûd in, bi rastî wek qomandarên xwe teresbav in. [2857 qaso_sesev] Lêbelê divê mirov bizanibe Hesen Çawîş ji wan veqetîne û wek yekî ji xwe bibîne. [2858 qaso_sesev] Ev mirov hîç naşibe hevalên xwe, ecêb nedîno! [2859 qaso_sesev] Ma qey we ne dît, gava ku ciwange xwe berdabû ser bênderan û bi xezeb ber bi me de dihat, qomandar xwe sil kiribû, çawîş jî li min dinerî û di bin simbêlan re dikeniya. [2860 qaso_sesev] Ji kenê wî mirov tê derdixist ku çendî dost e!« [2861 qaso_sesev] Xelef ne dixwest gotinê zû biqedîne. [2862 qaso_sesev] Eger Zibêr şifqa xwe bi hinc li erdê nedaba û ne gotiba »Xwedê ji te raziyo bes e bes e, hinekî jî dorê bide min ha!« Xelef wê civat bi dilovaniya çawîş hîn pir bisinciranda. [2863 qaso_sesev] Piştî ku got: [2864 qaso_sesev] »Allahummesellîela mûhemmed yabo dora te, weh!« [2865 qaso_sesev] Zibêr tewirand: [2866 qaso_sesev] »Hesen Çawîş mêrekî di ser xwe re ye. [2867 qaso_sesev] Nizanim gelo min ev meseleya xwe û wî ji we re gotibû? [2868 qaso_sesev] Pênc roj berê, li ser rêya Qesra pêrgî min hat. [2869 qaso_sesev] Piştî ku çixareke qûnsor da min wilo got: ‘Zibêr efendî, ez dixwazim qesabiya qereqolê ji dest Cimo Aslan derxînim û te bikim qesabê qereqolê. [2870 qaso_sesev] Ma tu çi dibêjî?’ Bi rastî ji kêfan devê min çû paş guhên min lo, min nema dizanîbû bê ez ê jê re çi bibêjim kuro!« [2871 qaso_sesev] »Malxeranebo, îro pênc roj ev xebera wilo xweş li cem te ye, û çawa te ji me re ne digot!« [2872 qaso_sesev] »De ka bihêle Hemo, bihêle ez bibêjim a tîr hîn di binî de ye bavê mino.« [2873 qaso_sesev] Civat bêdeng bû. [2874 qaso_sesev] Te digot qey herkesî zimanê xwe daqurtandiye, hemiyan guhê xwe bi ser Zibêr de bel kirin û ziq li devê wî nerîn. [2875 qaso_sesev] Zibêr jî mîna ku deh mêr ji malbata hûran kuştibe, du zemberîş xistin ber pişta xwe, çîmên xwe ramidandin, li Sadiq nerî û bi haweyê ku dendigan biçirisîne dest bi peyvê kir: [2876 qaso_sesev] »Ez ji civatê hêvî dikim ku kesek tu gotinên çewt bi Çawîşê qereqola hidûdê me re neke. [2877 qaso_sesev] Di tarîxa vê qereqolê de, mirovekî bi qasî Hesen Çawîş peyde ne bûye.« [2878 qaso_sesev] Bi van gotinan qesda Sêdiq dikir. [2879 qaso_sesev] Dizanîbû ku Sadiq nefretê ji temamê eskeran dike; dê wî bibersivîne û heta gotinên ne xweş jî pê re bike. [2880 qaso_sesev] Heso xwe ne girt: [2881 qaso_sesev] »Erê Xwedê ji te razî be Sufyan, tiştê ku em dizanin nebêje. [2882 qaso_sesev] Hesen Çawîş mirovekî çendî bêbav û bênamûs e em hemû pê dizanin. [2883 qaso_sesev] Te civat di mereqê de fetisand, ka zû bibêje bê ji te re çi gotibû wî bêşeref î, weh!« [2884 qaso_sesev] Zibêr mîna ku Sêdiq biqeherîne bêhnikekê ji dil keniya. [2885 qaso_sesev] Kenê wî hinekî hovane bû. [2886 qaso_sesev] Sadiq ji bo vî kenî her tim jê re digot »Kuro Zibêr, tu wek bergîlê dikenî, şîhe şîh ji te tê!« Zibêr piştî ku hin ji civatê jî bi hîre hîra kenê xwe kenand, qûna xwe ji ser kulêv hilda û danî, cira xwe xweş kir û dîsa bi mirçe mirç: [2887 qaso_sesev] »Yabo, gelî civatê, baş li min guhdar bikin, bi navê Hesen Çawîş dostekî me li qereqola hidûd çêbûye..« [2888 qaso_sesev] Nûrî pala xwe dabû serşokê û di nav şekalan de rûniştîbû. [2889 qaso_sesev] Serşok bi qasî dikekê ji erdê bilind bû. [2890 qaso_sesev] Zibêr jî li dawiya odê bû. [2891 qaso_sesev] Nûrî wek pilingekî qevizî, li ber Zibêr rawestiya û destê wî ramûsand: [2892 qaso_sesev] »Ez xulamê te bim xalê me ê Ebû Sufyan, yabo bêje bê tu ê çi bibêjî, te em çirandin haho! [2893 qaso_sesev] Vî Mihemedî çawa bi te re derxist serî!« [2894 qaso_sesev] »Temam temam xwarzê, ka rabe here cihê xwe, ez ê bibêjim« û tozekî din keniya: [2895 qaso_sesev] »Erê ey cemahet, Hesen Çawîş bûye hevalê me! [2896 qaso_sesev] Wî got ku ‘Ez bûme hevalbendê pizûriyan. [2897 qaso_sesev] Ez hewedariya vê bendê li cem qomandar dikim... ‘ Ê ne we ne dît bê çiqasî kêfa xwe ji min re dianî!« [2898 qaso_sesev] Civatê bi mûçinkê peyv ji devê Zibêr kişandibû. [2899 qaso_sesev] Ne hiştin ku Zibêr dirêj bike, gelekan jê bi yek devî: [2900 qaso_sesev] »Na loo!« [2901 qaso_sesev] »Erê erê, wilehilezîm wilo lo!« [2902 qaso_sesev] Simo ji dil got: [2903 qaso_sesev] »De îcar divê em vê dostayê ji dest xwe bernedin, eman eman ha!« [2904 qaso_sesev] Heso keniya û qerfên xwe kirin: [2905 qaso_sesev] »Niha tu bi qedirê Xwedê û pêxember kî Zibêr, ev tu ji dil dibêjî? [2906 qaso_sesev] Eger bi rastî wilo be, îcar çima hûn nabêjin em ketin dana Xwedê lawo! [2907 qaso_sesev] Bi xêra vî lawikî belkî barê zilma qomandaran hinekî ji ser me sivik bibe û bar bigindire ser milên segbavê Circîs û tuxmê wî!« [2908 qaso_sesev] Zibêr xwe tevxirciland. [2909 qaso_sesev] Çîmên xwe ên radayî bi lez kişandin, zemberîş ji ber piştê herikî. [2910 qaso_sesev] Ew li herka zemberîşê hayî ne bû. [2911 qaso_sesev] Xwe pal da, reqînî bi dîwêr ket, qêriya û hişk bi serê xwe girt. [2912 qaso_sesev] Patika serî di cih de bi qasî xarekê werimî. [2913 qaso_sesev] Sadiq beşişî: [2914 qaso_sesev] »Kuro Zibêr, qey te derew kir lawo, loma serê te li dîwêr ket.« [2915 qaso_sesev] »Ooh tu jî lo, ê hema bi telaq xilafî di gotina min de tune bû, ha!« [2916 qaso_sesev] Hemo: [2917 qaso_sesev] »Ez jî bawer dikim ku Zibêr rast dibêje. [2918 qaso_sesev] Ji ber ku pêleyek berê, dema Bîçer gazî min kir û ez çûm qereqolê, Hesen Çawîş wek hudhudk li ber destên min diçû û dihat. [2919 qaso_sesev] Ling ne xist bin xwe, rûnenişt. [2920 qaso_sesev] Xizmet ji min re dikir kuro! [2921 qaso_sesev] Bi destê xwe çemçikeke av ji min re anî. [2922 qaso_sesev] Şabelot dan min. [2923 qaso_sesev] Mewîjên bêdendik ji min re anîn. [2924 qaso_sesev] ‘Hemo amca’ digot, kuro!..« [2925 qaso_sesev] Sadiq hêviya gotinên wiha jê ne dikir. [2926 qaso_sesev] Xwe aciz dikir û di ber xwe de dikire niçe niç. [2927 qaso_sesev] Di dawiyê de xwe ne girt: [2928 qaso_sesev] »Hemo, gava Çawîş ev zir camêr be, îcar çima em vî zir camêrî ji dêvla te û apê Heso ji xwe re nakin mezinê malbatê?« [2929 qaso_sesev] »Sadiq hewce nake tu gotinan bi vir de û wir de bikişînî, xweşik bibêje ku ez ji pevçûnê ditirsim. [2930 qaso_sesev] Ji serî de keft û lepta te bala min kişandiye. [2931 qaso_sesev] Her mirovê ku bi qencî çêlî Çêwîş kiriye, tu di pêşiyê de bûye kelem û te ew terpilandiye.« [2932 qaso_sesev] Sadiq rabû ser xwe û di nîvê civatê de sekinî. [2933 qaso_sesev] Berê xwe da Hemo û bi zirt: [2934 qaso_sesev] »Heçê ji min û te de hema aniha Circîs û lawên wî hemiyan bi ser hev de nekuje û tev li sîlehê xwe nere xwe teslîmî çawîşê te, qomandarê te û generalên romiyên te neke, çarika jina wî li serê wî be! [2935 qaso_sesev] De rabe ha!« [2936 qaso_sesev] Hemo hilda xwe ku rabe. [2937 qaso_sesev] Heso bi ser wan de hilbû, herdu li cihê xwe rûniştin. [2938 qaso_sesev] Heso bêî ku xwe bide pişt yekî ji wan, bêhna xwe teng kir: [2939 qaso_sesev] »Ez, kerê Stenbolê berdim ser heftê û heft sûlala Hesen Çawîşo! [2940 qaso_sesev] Lêbelê birayê min, lawê bavê min Sadiq, tu çima me fêm nakî? [2941 qaso_sesev] Eger em pîşê bi eskeran nekin û bi temamî xwe ji wan bişon, wê yarê gonê Circîsko halê me bike halê helawçiyan. [2942 qaso_sesev] Cimo û Hacoyê pêşî çawa hevrikê hev bûn, em û Circîsko jî wilo ji bav û kalan de hevrikê hev in. [2943 qaso_sesev] Haco xwe ji dewletê dûr kir û li himber romiyan bi şer sekinî. [2944 qaso_sesev] Îcar Cimko çi kir tu dizanî? [2945 qaso_sesev] Li himber Haco bû hevalê romiyan û li kuştina Haco geriya. [2946 qaso_sesev] Bi eskeran re derket taqîbata vî fêrisî. [2947 qaso_sesev] Haco kete çembera Circîsko yanî Cimko, serê ‘siltanê hevêrkan’ jê kir û teslîmî romiyan kir. [2948 qaso_sesev] Hişê xwe bîne serê xwe ehmeq. [2949 qaso_sesev] Dema Circîsko bibîne ku me xwe ji eskeran vegirtiye, ew ê ji îro bêtir xwe di bin eskeran de vezilîne û me hemiyan bi aqûbeta Haco şa bike. [2950 qaso_sesev] Sadiq min digot qey tu bi aqil î, lê bi rastî carina tu xwe wek zarokan xaşomaşî dikî. [2951 qaso_sesev] Zû rabin ser xwe û herin lep û ruyên hev!« [2952 qaso_sesev] Herduyan jî tu carî bêemiriya wî ne kiribû. [2953 qaso_sesev] Çûn lep û ruyên hev. [2954 qaso_sesev] Sadiq bi qahr peyivî û ber bi serşokê de meşiya: [2955 qaso_sesev] »Eskeran mala me viritandiye û em jî li dostaniya eskeran digerin!« [2956 qaso_sesev] Gotina wî li hesabê Heso ne hat: [2957 qaso_sesev] »Li cihê xwe rûne, bêşeref! [2958 qaso_sesev] Îsa heq ji vê şêwira niha dernakeve, ev ne karê wî ye. [2959 qaso_sesev] Em şerekî şeytanî datînin. [2960 qaso_sesev] Di vî şerî de ne Îsa, Şeytan ji me re lazim e, te fêm kir bê min çi got?..« [2961 qaso_sesev] Sadiq deng ne kir û serê xwe berda ber xwe. [2962 qaso_sesev] Lê Kenêr jî di bin simbêlan re keniya. [2963 qaso_sesev] Sadiq û Hemo him pismam û him jî hevlingên hev bûn. [2964 qaso_sesev] Bi keçên Heso re zewicî bûn. [2965 qaso_sesev] Carina li ser berberiyê bi devjengê radibûn hev, lê engirandina wan hemû ew bêhnik bû. [2966 qaso_sesev] Hemo û temamê gundiyan Sadiq wek gula civatê didîtin. [2967 qaso_sesev] Hemo digot, »Civata bêî Sadiq wek girara bêrûn e. [2968 qaso_sesev] Civat bi Sadiq xweş e.« [2969 qaso_sesev] Sadiq hevalê berberiyê bû, lê ne bi haweyê ku wan dikir. [2970 qaso_sesev] Ew jî mîna Sarê dijminê eskeran bû. [2971 qaso_sesev] Ji dijminahiya eskeran pê ve, ji xwe gerek tiştekî din nefikiriya. [2972 qaso_sesev] Ji ber ku eskeran bavê wî jî kuştibûn. [2973 qaso_sesev] Bê dê û bav, li ber destê Sarê û Heso mezin bûbû. [2974 qaso_sesev] Li gor wî, esker pêxember diba çi diba bi-la biba, divabû bihata kuştin. [2975 qaso_sesev] Wî her tim digot, »Ez bi yek şertî, aşitiyê digel hûran qebûl dikim. [2976 qaso_sesev] Em ê eskeran bikujin û em birayên hev in.« [2977 qaso_sesev] Civata pizûran dawî li şêwira xwe anîbû. [2978 qaso_sesev] Di civînê de biryara pevçûnê sitendibûn. [2979 qaso_sesev] Xwe ji pevçûnê re hazir dikirin, hindik mabû ku xwe berdana gasînan, lê ji taxa jêr dengê Circîs ber bi taxa jor de bilind bû: [2980 qaso_sesev] »Lolo pizûriyên muxbirçîîî! [2981 qaso_sesev] Bêşerefino, bênamûsino, ji pişt jinên xwe derkevin; îro roja me û we ye! [2982 qaso_sesev] Xwe berdin meydana şer! [2983 qaso_sesev] Hesoyê fisek, ji dêvla ku tu keviran bi ser dawa me de bigindirîne, were sênga xwe bide sênga min berazî ku ez te bi terbiye bikim! [2984 qaso_sesev] Qaqubuxe qaqubuxe!..« [2985 qaso_sesev] Circîs zilamên xwe hemû dabûn dora xwe. [2986 qaso_sesev] Di nav zilaman re ji vî serî diçû wî serî û mîna kewan qaqubuxe ji Heso dixwest. [2987 qaso_sesev] Te digot qey ew eşîra Lûlû û êv ên din jî eşîra Zûlû ne, herkesî rahiştibû dar, çakûç, bivir, sêgulîk, melhêb, debûz û şîşên tenûran. [2988 qaso_sesev] Ji bilî van çekan wekî din jî gelekan jê, xencer bi xwe re hilanîbûn. [2989 qaso_sesev] Perîxanê dabû nav koma zilaman, xwe ber bi Circîs de dikişand û digot, »Qamboncîko tu bûye kafir! [2990 qaso_sesev] Tu doza çi li vî miletî dikî hey kûçikan laşê te xwaro!..« Lêbelê Bozanê lawê wê, ew hişk zeft kiribû û bi nav pîrekan de dahf dida. [2991 qaso_sesev] Dilê Heso ji kînê di ser hev re diwerqilî. [2992 qaso_sesev] Di vê bêhnika ku dengê dijminê wî ê kevnar di guhê wî de olan dikir û ew dawetî meydana şer dikir, ji bo ku hinekî bi aqilî bifikire gotinên tirovirî neke, xwe piçûk nexîne û danekeve deraxa dijmin, temamê giraniya xwe berdabû ser mejî. [2993 qaso_sesev] Xwe bi ser hev de dihesirand, lê mejî jî mîna dilê wî ziwa bûbû, li ser qenciyê çerx ne dikir. [2994 qaso_sesev] Ji bo ku aqilê xwe ê mayî jî bernede, gopal di lingê xwe ê birîndar de radikir. [2995 qaso_sesev] Xwe ne girt, qêriya: [2996 qaso_sesev] »Kuro vî ez çirandim haho! [2997 qaso_sesev] Ma qey mêrekî ku devê wî tije fîşek bike û me hemiyan rûpak derxîne, di malbata min de tune ye!« û pizûriyan bi kîn xwe di hûran werkirin. [2998 qaso_sesev] Ji qahra nava xwe hinan jê mîna serxweşan rê ne birin ser deriyê hewşê, xwe di ser sêncê re qevizandin û li yek tûşê xwe avêtin tara jêr. [2999 qaso_sesev] Pêşî di nav malan de wek qertelan di hev re firiyan. [3000 qaso_sesev] Dûv re sênga bi sênga hev kişandin ser bênderên ku hîn ji xwîna wan ziwa ne bûbûn û bi keviran li ber hev pan bûn. [3001 qaso_sesev] Kevirên yeklep li hewa dizîvirîn, geh li bin guhê hev diketin çirûskan pêtî didan, reqîn ji ezmên dihat geh li pişta yekî diketin dengê çifteyekê vedidan. [3002 qaso_sesev] Li aliyekî navtêdanên mêraniyê, fort û zirt û li aliyekî jî dîsa qîr û hewar û giriyê dayik û zarokan bû. [3003 qaso_sesev] Bi kevirê Luqman serê Haco pelixî û di nav xwînê de gevizî. [3004 qaso_sesev] Ketina wî sênga vî bi mêraniya sikakê nepixand. [3005 qaso_sesev] Berê xwe da Bozan û nav di xwe da: [3006 qaso_sesev] »Ez nihîtê neqeba me! [3007 qaso_sesev] Kî ferx e, kî ribat e xuya kir! [3008 qaso_sesev] Tubbb werin min, werin min!..« [3009 qaso_sesev] Metika Luqmên Perîxanê jî xwe avêtibû ser kelaxê lawê xwe, porê xwe dikişand, li kaba xwe dixist û bi dilşewatî digot: [3010 qaso_sesev] »Lolo lawo, lolo ciwano, li min evdalê, li min pepûkê ez ê nifiran li kê bikim? [3011 qaso_sesev] Ez ê porê xwe bi ser kê de kur bikim? [3012 qaso_sesev] Ez ê çawa bigirîm? [3013 qaso_sesev] Li hêlekê lawên min û li hêlekê jî biraziyên min!..« [3014 qaso_sesev] Bi ketina Haco re bayê şer bi carekê ve qulipî. [3015 qaso_sesev] Kevir nema di hev werkirin. [3016 qaso_sesev] Herkes bi aliyekî de bazda; dudu dudu, sisê sisê, çar çar xwe avêtin ber kuçan û demaçe li hev kişandin. [3017 qaso_sesev] Eger Haco bi derba Luqmên re wilo zû ne ketiba, belkî şûna kevir, demaçê negirta. [3018 qaso_sesev] Çimkî herdu rexan jî di hemû pevçûnên xwe de heta ku li aliyekî tam teng nebûya, bi destpêka pevçûnê re tu carî dest ne diavêtin çekan. [3019 qaso_sesev] Wan baş dizanîbû gava ji terefekî mêrek bihata kuştin, wê terefê din him ji gund derketa, him talan bûba û him jî çend mêrên wan ên sereke bihatana girtin. [3020 qaso_sesev] Ji ber vê hindê, heta ku kêr ne gihaba hestî hevdu ne dikuştin. [3021 qaso_sesev] Digel ku piraniya wan bi tiving bûn, dîsa jî ji şerê tivingê direviyan. [3022 qaso_sesev] Di kuç û kolanên gund de bi demaçan û navtêdanan tibabê çarîkekê hev bersivandin û gotinên kotî bi hev re kirin. [3023 qaso_sesev] Cîgirên serekmalbatan Bedran û Hemo di qorzîbirên navtarê de bi xeberan, mîna mitirban diavêtin ber hev. [3024 qaso_sesev] Bedran, »Lawê Xipşê, min sûnd xwariye ku te bikujim û wê dîlbera jina te bi xwe bihêlim!« Hemo jî digot »Lawê tirê, min ji xwe ji zû de dor li ser a te daniye!..« [3025 qaso_sesev] Mîrzoyê mitirb, mamosteyê gund Erol Satici û Mele Salar pêşî xwestin ku wan ji hev navcî bikin. [3026 qaso_sesev] Lêbelê wê kê li wan guhdar kiriba? [3027 qaso_sesev] Hemû ji hev dagirtî, mîna guran har bûbûn. [3028 qaso_sesev] Mîrzo û Salar di nav şeg û pekên wan de birîn bûn û ber bi mal de bazdan. [3029 qaso_sesev] Mîrzo zarokên xwe xistin hindur, ji jina xwe Melesê re got, »Hek, keçê rabe reqsê!« û rahişt ribabê. [3030 qaso_sesev] »Binya mala me bi dika [3031 qaso_sesev] Hewa sibê hênika [3032 qaso_sesev] Dadan me qûncilika [3033 qaso_sesev] Em bûn dimsê elbika [3034 qaso_sesev] Kesî neda lotika...« [3035 qaso_sesev] Piştî ku Hesûk newqa Luqmên bi xwîn kir, pîrekên herdu hêlan bi qîr û hewar xwe avêtin nav meydana şer. [3036 qaso_sesev] Pîrekan dest dan hev, ketin navbera wan û rêz girtin; çarikên xwe ji serê xwe kirin avêtin wê navê û gotin: [3037 qaso_sesev] »Heçê ku şer bidomîne çarika jina wî li serê wî be!..« [3038 qaso_sesev] Li gor adetên civatê, dema pîrekê çarik biavêta ser zilêm û zilêm li pîrekê guhdar ne kiriba, pir şerm dibû! [3039 qaso_sesev] Îcar di pevçûnên van herdu malbatan de, kêm caran zilaman wek pîrekan kiriye û şer rawestandine. [3040 qaso_sesev] Rawestandina şer a di vê carê de her çiqasî pîrek bûbin sebeb jî, di eslê xwe de ji ber ku herdu rex jî ji hal ketibûn şer rawestiya. [3041 qaso_sesev] Nema dikarîbûn pevçûn bidomandana. [3042 qaso_sesev] Bi derbên kevir û daran ji benda pizûran sêzdeh û ji benda hûran jî neh kes birîndar bûbûn. [3043 qaso_sesev] Di nav birîndaran de ê herî giran Haco bû. [3044 qaso_sesev] Herkesî destê xwe di ber xwe re berda û li hev kom bûn. [3045 qaso_sesev] Pîrekan destên xwe sivik girtin. [3046 qaso_sesev] Bergîl, metreh, lihêf û werîs anîn ku Haco rakin bajêr. [3047 qaso_sesev] Lêbelê Circîs erza wan şikenand, »Haco wê nere nig textor!« û heta ku jê hat pehînek li nav pişta Perîxanê xist. [3048 qaso_sesev] Zilaman, Haco xistin nav merşekî mûyînî û di nav xwe re birin oda Circîs. [3049 qaso_sesev] Birîna Haco giran bû. [3050 qaso_sesev] Ji patika serê xwe derb xwaribû. [3051 qaso_sesev] Kevir bi qasî du movikên tiliyê serê wî qelaştibû. [3052 qaso_sesev] Li dor nîv seetê li erdê bêhiş ketibû. [3053 qaso_sesev] Xwîn pir winda kiribû. [3054 qaso_sesev] Madê wî mîna quşûfê zer vedabû. [3055 qaso_sesev] Haco di her bêhnikê de dikarîbû bimira jî. [3056 qaso_sesev] Circîs ev yeka ha fêm kiribû. [3057 qaso_sesev] Dizanîbû ku lawê wî di rewşeke xerab de ye. [3058 qaso_sesev] Eger Hacoyê xwe ê ku darîçav jê hez dikir û ew di ser temamê malbatê re digirt, nebira nig doktor, dibû ku şev di ser re derbas ne bûba û çira mala wî bitefiya. [3059 qaso_sesev] Bi mebesta ku demaçên xwe veşêre, xwe ji zilaman vedizîbû. [3060 qaso_sesev] Di qorziya êxur a herî tarî de çong berdabûn erdê û li ser lawê xwe, mîna baranê rondîk dibarandin. [3061 qaso_sesev] Tep li serê xwe didan, dev destên xwe dikir, zibil bi ser xwe dadikir û bi îske îsk digot: [3062 qaso_sesev] »Eger ez te bibim textor, wê ew Hesokê bêşeref bavê te qelsek bibîne û navê min bi muxbirçitiyê derxîne. [3063 qaso_sesev] Ez naxwazim ev navê pîs bê ser malbata min. [3064 qaso_sesev] Lawo situyê bavê te bişike, gerek min nehişta tu têkilî nav şer bibî!..« [3065 qaso_sesev] Circîs gava Hacoyê xwe bibra nig doktor, dê doktor bi pevçûna gund agahdar bûba. [3066 qaso_sesev] Wî, doktor û polîs û esker yekqumaş didît. [3067 qaso_sesev] Amintî bi doktoran ne dianî. [3068 qaso_sesev] Doktor dikarîbû di derbarê bûyerê de, xeber bigihanda esker û polîsan. [3069 qaso_sesev] Wê gavê jî davabû gilî bikira. [3070 qaso_sesev] Û gilîkirê pêşî jî, ew li ba ê din piçûk dixist. [3071 qaso_sesev] Lêbelê di eslê xwe de a bi rastî ne wilo bû. [3072 qaso_sesev] Di sala ku hevalbendê wî Sekvan hat kuştin, berî herkesî wî bazdabû qereqola Sitilîlê û gilî li Hemo û Luqmên kiribû. [3073 qaso_sesev] Wî baş dizanîbû heta ku kuştin çêneba, bi giliyê ku bikira wê zerar ne gihandiba dijminê xwe. [3074 qaso_sesev] Heso beşdarî nav şer ne bûbû. [3075 qaso_sesev] Ji ber ku pevçûn jê ne dihat. [3076 qaso_sesev] Ji lêdana eskeran canê wî hemû ecinîbû, xwe li ser pêyan ranedigirt. [3077 qaso_sesev] Bi lingê xwe ê seqet helbet wê nikarîba çend gopal dawişandana Circîs. [3078 qaso_sesev] Li hindur bi dîwaran re şer kiribû. [3079 qaso_sesev] Di kêlîka ku deng bi demaçan ketibû, wî jî bêrawestîn gopalê xwe li betonê xistibû, serikê gopêl şikenandibû. [3080 qaso_sesev] Serê xwe bêkeys li dîwarên odê dabû, serî zelhitandibû û gotibû »Ha wilo ha! [3081 qaso_sesev] Ez çavên we bixwim; îro roja belavkirina namûsê ye. [3082 qaso_sesev] Yekî ji wan sax bernedin, hemiyan bikujin; ev gund ya wê bi me û ya jî bi dêqahpan bimîne!« Lêbelê Circîs ji serî heta dawî xwe ji qada şer bernedabû; li gor zirtên xwe derketibû. [3083 qaso_sesev] Di şer de him serê wî hatibû şikestin û him jî ji nav pişta xwe sê derb kevir xwaribûn. [3084 qaso_sesev] Bi şikestina serê xwe mîna ku welatek feteh kiribe, bi xwe şanaz bûbû. [3085 qaso_sesev] Xwîna ku ji serî bi ser kincan de herikî bû û kinc kiribûn kulîlk, hemû wek terfî û rutbe dîtibûn. [3086 qaso_sesev] Pir dixwest ku destekî wî bihata şikestin, da ku di civatê de zimanê wî hîn bêtir dirêj bûba û bigota »Ez kurdûnde me, howeh li vê ecêbê! [3087 qaso_sesev] Wê lawên Hesoko neh zilaman ji me li erdê vezilînin û em ê jî bidin dû jinan û bazdin hindurê qul û qulêran, ha! [3088 qaso_sesev] Ê ne çi fêde Hesoko, dua ji vî destê min ê şikestî re bike. [3089 qaso_sesev] Eger ne ji destê min ê şikestîba, qe min yek ji we li ser lingan dihişt...« [3090 qaso_sesev] Pizûrî hemû li oda Heso civiyan. [3091 qaso_sesev] Fîşeka ku Hesûk berdabû Luqmên, kêleka wî a çepê birîn kiribû. [3092 qaso_sesev] Birîna wî li ser lingan bi ispîrtoyê paqij kirin û ser birînê bi kitaneke qêlêrî pêçan. [3093 qaso_sesev] Ji bilî Sadiq, herkesî xwest ku biçin qereqola Sitilîlê gilî, lê Heso li himber wan derket: [3094 qaso_sesev] »We tu gû belav ne kiriye heta ku em ya jî ew herin gilî bikin. [3095 qaso_sesev] Li ser pevçûnên wilo bêxwîn me gelek caran gilî li hev kiriye, lêbelê ne bûye tiştek. [3096 qaso_sesev] Mehkemê ne em û ne jî himberên me hepis kiriye. [3097 qaso_sesev] Bila sebeb êm ê dîsa herin devê çawîşê Sitilîlê tije pere bikin û wê çawîş tiştekî ji me re neke. [3098 qaso_sesev] Qilawizekî bişînin ser xênî. [3099 qaso_sesev] Eger gava we dît hin ji wan ber bi Sitilîlê an rêya Îpekê de çûn, bizanibin ku ew ê herin gilî. [3100 qaso_sesev] Ev fisekî bila pêşî ji wan derkeve. [3101 qaso_sesev] Em nikarin xwe li himber Circîsko piçûk bixînin!..« [3102 qaso_sesev] Heso gava wilo diaxivî çavên xwe ji ser Hemo danedigerandin. [3103 qaso_sesev] Bi haweyê ku »Te çi ma hin ji zuryeta Circîs ne kuştin?« awir tê difirandin. [3104 qaso_sesev] Bi qahr kefika gopalê xwe ê kelpitî di doşekê radikir. [3105 qaso_sesev] Gava kefik ji doşekê dikişand, hiriyê xwe li sîxikên qurmiçî digirt pê re dida der û li ser ruyê doşekê belav dibû. [3106 qaso_sesev] Di nav şeqên wî re doşekê mîna seradê qulqulkî diyar dikir. [3107 qaso_sesev] Pir bi heyecan diaxivî. [3108 qaso_sesev] Mirov digot qey pevçûna berî niha, wî bi tena serê xwe kiriye ku ewqasî helke helk pê ketibû. [3109 qaso_sesev] Hemo: [3110 qaso_sesev] »Lê ezbenî, mirovek ji me bi derba demaçê hatiye birîndar kirin. [3111 qaso_sesev] Birîna birîndarê me her çendî ne giran be jî, ji ber ku bi demaçê birîn bûye mehkeme wê wan sûcdar bibîne û hinekan ji wan têxe hepsê.« [3112 qaso_sesev] Heso pêşî zor da xwe ku henekê xwe bi aqilê wî bike û bi ken wî bibersivîne. [3113 qaso_sesev] Lê heq jê derneket. [3114 qaso_sesev] Xwêziya xwe daqurtand û hêdî hêdî: [3115 qaso_sesev] »Me jî serê yekî ji wan pelixandî ye. [3116 qaso_sesev] Bi saloxdanan distek xwîn ji serê wî hatiye û li erdê tibabê seetekê bêhiş ketiye. [3117 qaso_sesev] Ez wilo bawer dikim dema wî bibin nig textor, wê textor kêmî du mehan raporê nedêyê. [3118 qaso_sesev] Îcar mehkeme jî wê vê rapora textor a du mehan, li ser me tam bi du sal heps bide rûniştandiin.« [3119 qaso_sesev] »Rast e, wê birîndarê wan raporê bistîne. [3120 qaso_sesev] Heta gava bikaribin ji me bêtir pera bidin textor, bêşik textor wê vê raporê bike sê meh. [3121 qaso_sesev] Heta belkî bike çar meh jî. [3122 qaso_sesev] Meseleya raporê li ser pereyan û jêhatîbûnê ye. [3123 qaso_sesev] Lêbelê apo, di vir de bi qasî ku ez dibînim, mîna ku tu di ser hin tiştan re diqevize.« [3124 qaso_sesev] Heso bi vê gotinê veciniqî. [3125 qaso_sesev] Serê xwe ber bi Hemo de xwar kir û dîsa bi zirt peyivî: [3126 qaso_sesev] »Çawa yabo qurbano, te çi got, te çi got? [3127 qaso_sesev] De ka dîsa bibêje.« [3128 qaso_sesev] »Ez dibêjim ku em gilî bikin wê baştir be. [3129 qaso_sesev] Ji me û wan ew ê bêtir zerara xwe bibînin. [3130 qaso_sesev] Çimkî gava textor birîna ê me bibîne ew ê bizanibe ku bi demaçê birîn bûye û rapora xwe wilo girêde. [3131 qaso_sesev] Di wê navê re, qe em jî ne mirî ne, em ê devê textor tije pere bikin. [3132 qaso_sesev] Eger me dît textor xwe tam bi dest me ve berda, ji xwe wî çaxî jî em ê bihêlin ku gulê demaçê bi gulê tivingê biguherîne. [3133 qaso_sesev] Bi raporeke wilo tebût, di îfadên xwe de em çendî derewan bikin û bibêjin ku hemiyan bi sîlehan êrîşî ser me kiriye jî, mehkeme wê derewên me wek rastiyê qebûl bike. [3134 qaso_sesev] Çimkî nikare neke. [3135 qaso_sesev] Ji ber ku rapor wek şûrê hezretî Elî bi hiner û qewet e! [3136 qaso_sesev] Heso ji dil keniya: [3137 qaso_sesev] »De ka bise Xwedê ji te raziyo, wilehilezîm te hiland lo. [3138 qaso_sesev] Te bihar ji me re anî kabokê. [3139 qaso_sesev] Xwezîka wek ku tu dibêjî, wilo bi rehetî ba. [3140 qaso_sesev] Di mehkeman de helbet derba sîleh ji derba kevir bêtir sergêjiyê dide dijmin û zimanê mirov dirêj dike. [3141 qaso_sesev] Lêbelê mirovê me ê ku qaşo bi demaçê birîndar bûye, tiştek pê ne hatiye. [3142 qaso_sesev] Gule di ser çermê wî re xijiqî ye, mîna bista sincirî çerm alastiye û derbas bûye. [3143 qaso_sesev] Birîn şikê çêdike. [3144 qaso_sesev] Eger gava yek nebêje ev birîna gulê demaçê ye, wê mirov hîç bîr nebe ku birîn, birîna gule ye ji xwe.« [3145 qaso_sesev] Hemo piştî ku got »Apo tu şaş î, gule perçek goşt ji kêleka Luqmên revandiye« û cihê xwe guhezt. [3146 qaso_sesev] Heso bi gotina wî xwe mecbûr dît ku dîsa li birînê binere. [3147 qaso_sesev] »Luqman ka were vir, ez careke din li birîna te binerim. [3148 qaso_sesev] Em ê bibînin bê bi rastî ez an hûn şaş in.« [3149 qaso_sesev] Kenêr: [3150 qaso_sesev] »Bi rastî, ez nizanim bê hûn dixwazin çi isbat bikin. [3151 qaso_sesev] Porê me di berberiyê de sipî bû, min pêncî derbas kir, navê me bû Şeytan û hûn rê nadin min ku ez çend gotinan ji we re bibêjim!« [3152 qaso_sesev] Ev Kenêr jî fitnebazekî ku Zibêr nikarîbû av li destê wî bikira. [3153 qaso_sesev] Ji xwarin û vexwarinê bêtir hej berberiyê dikir. [3154 qaso_sesev] Di vî warî de bi qasî navê xwe jîr bû. [3155 qaso_sesev] Û ewqasî jî diz bû. [3156 qaso_sesev] Ji bo berberiyê çi lazim dihat, li ba wî peyde dibû. [3157 qaso_sesev] Xerabiyê di destê wî de wek seetê kar dikir. [3158 qaso_sesev] Bi tirkî wek bilbil dipeyivî. [3159 qaso_sesev] Dizanîbû bixwenda û binivîsanda. [3160 qaso_sesev] Ji bo ku navê şeytaniyê li xwe rast bike, Quran û kitêbên dînî û heta ên felekî jî xwendibûn. [3161 qaso_sesev] Mele nikarîbûn pê re têketana devjengê. [3162 qaso_sesev] Bêî izna wî melan newêrîbû meletiya gund bikira. [3163 qaso_sesev] Tiştê ku dibihîst hîç ji bîr ne dikir. [3164 qaso_sesev] Ewqasî devliken û wensxweş bû, heta bi fesadiya wî zewq dida mirov. [3165 qaso_sesev] Siqêfên wî wek şekir bûn. [3166 qaso_sesev] Ji diziyê zewq distend. [3167 qaso_sesev] Didizî û dîsa li xwedî vedigerand. [3168 qaso_sesev] Malê diziyê ne dixwar. [3169 qaso_sesev] Deftera wî heta bi dev dagirtiye. [3170 qaso_sesev] Rojekê ew û melê Xerêb li sûka Nisêbînê li hev rast tên. [3171 qaso_sesev] Mele gotinên ne xweş pê re dike. [3172 qaso_sesev] Ew jî bi xwe re hiltîne. [3173 qaso_sesev] Kenêr di şeva terawîhan de dikeve mizgefta Xerêb. [3174 qaso_sesev] Di van kêlîkên ku mele û sofî bi cezmê ketine, ji bilî şekala melê ên hemiyan didize û li çiyê dişewitîne. [3175 qaso_sesev] Bi kurtî, sofî ji mele dikevin şikê ku ev ê diz zilamê wî bûye. [3176 qaso_sesev] Çavreşiyê diavêjin melê û dûv re jî wî ji gund der dikin. [3177 qaso_sesev] Jina Selîm û jina wî li ser dora tenûrê pevdiçin. [3178 qaso_sesev] Jina ê din serê jina wî dişikîne. [3179 qaso_sesev] Kenêr dîsa bi xwe re hiltîne. [3180 qaso_sesev] Di şeveke ku herkes li ser xaniyan razaye ew hildikişe ser xaniyê Selîm. [3181 qaso_sesev] Derpiyê jinikê ji ber serê wê radike û bi dîrekê text ve dadiliqîne. [3182 qaso_sesev] Dibe sibeh herkes derpî dibîne. [3183 qaso_sesev] Ev ji bo jinikê eybeke mezin bû! [3184 qaso_sesev] Selîm ji bo vê yekê, dev û ruyê jina xwe dipelixîne. [3185 qaso_sesev] Çend sal berê jî şêxê Tinatê li ser daxwaziya Sarê bi rêya hin endamên PDKTyê hatibû gund. [3186 qaso_sesev] Şêx herdu bendan li hev tîne. [3187 qaso_sesev] Lê li ser daxwaziya şêx, Heso mala Kenêr jî ji gund rakir bir Sarincê. [3188 qaso_sesev] Îcar vî mirovê fesad di hikmê neh rojan de sarincî berdan pêxêla hev. [3189 qaso_sesev] Yanî heyfa Zorava ji Sarincê hilanî. [3190 qaso_sesev] Kenêr piştî ku li Sarincê berberiyê li dar dixîne, bi mêvanî her roj diçe Gundik û gundikiyan jî berdide hev. [3191 qaso_sesev] Îcar dema ku berê xwe dide kuçûkiyan, aşitiya Heso û Circîs bîst û sê rojên xwe dadigire û aşitî têk diçe. [3192 qaso_sesev] Li ser daxwaziya Sarê û Heso Kenêr dîsa malê tîne gund. [3193 qaso_sesev] Sarê digot, »Eger me ew kafir dîsa ne anîba vî gundî, wê mentîqê hevdu biqelanda!« Wî jî gotina wê erê dkir, »Pîrê rast dibêje, min xistibû serê xwe ku temamê mentîqê berdim hev. [3194 qaso_sesev] Û dûv re jî şêx bixirînim...« Gundiyan navê wî kiribû »Şeytan!« û wî jî pir kêfa xwe bi vî navî dianî. [3195 qaso_sesev] Gava ku ji gund diçû gundên derdorê, zilamê ku pêşî ew didît hildikişiya ser xênî û bi dengê bilind bang dikir: [3196 qaso_sesev] »Hat hat hat! [3197 qaso_sesev] Şeytan hat! [3198 qaso_sesev] Ey gundîno, bi telaq min tu gotinên xerab bi kesekî ji we re ne kiriye! [3199 qaso_sesev] Şeytan derewan dike, bawer nekin! [3200 qaso_sesev] Haho haho Şeytan hat, hat hat!..« [3201 qaso_sesev] Di derbarê »Roja qiyametê« de gava ku melê gund digot: [3202 qaso_sesev] »Di vê rojê de insan, mê û nêr, şilfîtazî ne û bi bafîka ku hev nebînin Xwedayê mezin çavên wan dixe nava serê wan.« Kenêr jî wê bigota »Xwedê bi aqilî ne fikiriye. [3203 qaso_sesev] Eger bi rastî wek ku tu dibêjî wilo be mele, ez ê xwe daqûl bikim û li pîrekan binerim...« [3204 qaso_sesev] Rihê wî ji şêx û melan diçû. [3205 qaso_sesev] Misilmanî qebûl dikir, lê ne limêj û ne jî rojî digirt. [3206 qaso_sesev] Ji xwe tu carî xwe helal ne dikir, her tim bi cenabet bû. [3207 qaso_sesev] Li ser vê yeka ha, ew û jina xwe gelek caran ketibûn qirika hev. [3208 qaso_sesev] Di dûmahîkê de jinik pê re dernaxîne serî û wî bi wî haweyî qebûlî nav livîna xwe dike. [3209 qaso_sesev] Temamê herêmê pê dizanîbû. [3210 qaso_sesev] Wan bi xwe digot. [3211 qaso_sesev] Li cephê Circîs jî çend fitnebazên zîrek hebûn, lê ne digihan toza Kenêr. [3212 qaso_sesev] Di nav wan de ê herî meşhûr lawê Circîs Hesûk bû. [3213 qaso_sesev] Ji wî re jî digotin »Abanos.« Kenêr dersek dabû wî jî. [3214 qaso_sesev] Xwe ji Kenêr pir mezintir didît û di derbarê wî de li her derê zimandirêjî dikir. [3215 qaso_sesev] Rojek havînê seet li dor duwanzdehê nîvro ye. [3216 qaso_sesev] Hesûk ji Stilîlê tê gund. [3217 qaso_sesev] Kenêr maskê girêdide, eyaran li xwe dipêçe û diçe ser dara ziyareta Pîrkemêl. [3218 qaso_sesev] Dar di nav mezel de ye û rê di be re derbas dibe. [3219 qaso_sesev] Dinya bêpêjin e û kesek li wê navê tune ye. [3220 qaso_sesev] Hesûk digihê hindama darê, Kenêr bi dengekî ecêb diqêre û xwe ji darê diavêje ber. [3221 qaso_sesev] Hesûk di cih de ji desthilanîn dikeve û lal dibe. [3222 qaso_sesev] Kenêr direve. [3223 qaso_sesev] Hesûk jî li wê navê vezilandî dimîne heta ku şivan wî dibînin. [3224 qaso_sesev] Li gor ku digotin, li dor sê seetan li erdê mabû. [3225 qaso_sesev] Hesûk birin nig gelek şêxan, birin ba doktoran û dîsa jî bi ser xwe ve ne hat. [3226 qaso_sesev] Di dûmahîkê de Kenêr pereyekî baş ji bavê wî distîne û bi haweyên xwe, wî dîsa dike ê berê. [3227 qaso_sesev] Li ser ku çima ew rehet kiribû, demekê dilê wî û Heso jî ji hev mabû. [3228 qaso_sesev] Heso bi qahr got: [3229 qaso_sesev] »Kî dibêje em ê rê nedin te birayê me ê Şeytan! [3230 qaso_sesev] Tu topa mahlûmatê yî, tu teyara Atatirk î, tu bomba dawî ye; bêhna xwe fireh bike, ey serekê temamê şeytanan!..« [3231 qaso_sesev] Luqman di nîvê odê de li ser kursiyekî piçûk û bêpiştek dan rûniştandin. [3232 qaso_sesev] Luqman bi qelafet bû; mîna bertelaşekî sitûr, gîtirqalind û li ser xwe bû. [3233 qaso_sesev] Sermezin, rûgirover û esmer bû. [3234 qaso_sesev] Bêvilşerbikî bû, lê simbêlan ev aliyê bêvila wî dinixumand. [3235 qaso_sesev] Simbêlên xwe bi haweyê omerkî bada bû. [3236 qaso_sesev] Serikên simbêlan li mewîjê xistibû; serik mîna qiloçên beranan li ser ruyê wî rawestiyabûn. [3237 qaso_sesev] Enîbeş, birhûqalind û çavreş bû. [3238 qaso_sesev] Damarên mêraniyê di eniya wî de vekirî diyar dikirin. [3239 qaso_sesev] Kelefên qûnê xwe bi çar kenarên kursiyê de berdabûn, kursî di bin de vêl rawestiyabû. [3240 qaso_sesev] Xwas bû. [3241 qaso_sesev] Bi tenê lingê wî ê çepê bi gore bû. [3242 qaso_sesev] Gore reş û naylonî bû. [3243 qaso_sesev] Panî û sertiliyên gorê qetiyabûn. [3244 qaso_sesev] Lê wî bi tiliya xwe a qilîçanê gore li ser ferşê ling radigirt. [3245 qaso_sesev] Herdu destê xwe danîbûn ser çongan û bi alîkariya destan temamê qeweta xwe berdabû ser lingan. [3246 qaso_sesev] Damarên ku di ferşên lingên wî de bel bûbûn, mirov dikarîbû yek bi yek bihejmartana. [3247 qaso_sesev] Kurkekî gewr lê bû. [3248 qaso_sesev] Xuya dikir ku kevin bû. [3249 qaso_sesev] Serpişt û berstika wî zelhitî bû. [3250 qaso_sesev] Di bin kurk de bi tenê sertaziyekî cawsipî li xwe kiribû. [3251 qaso_sesev] Sertaziyê wî ji sipî, rişk û guyê kêçan pitpitkî diyar dikir. [3252 qaso_sesev] Di qilêrê de debixî bû. [3253 qaso_sesev] Qilêr, xwîn û xwêhdana ku di laşê wî de gihabû hev, mîna bereta gayekî bêhn dida. [3254 qaso_sesev] Dema ku çepilê xwe bilind dikir, wek ku ba li beretê bixîne, ji nişkê ve wexma bin çeng hawêrdor difûriya; bêvil di wexmê de dixitimî û sergêjî bi mirov re çêdikir. [3255 qaso_sesev] Luqman di nav xwe de tena şerwêl tazî kirin û nola libên tizbiyê li dor wî xelek girtin. [3256 qaso_sesev] Heso rê ne-da kesî. [3257 qaso_sesev] Tiliya xwe a işaretê tam hilda, bi qahr di birîna wî a zengirê de rakir û got »Ku derê vê birînê dişibe a demaçê, hi?« [3258 qaso_sesev] Bi lepta wî re barînî bi Luqmên ket: [3259 qaso_sesev] »Ayy yabo! [3260 qaso_sesev] Xwedê ji te raziyo te ez kuştim hinekî bi hêdî!« û pêl lê ket. [3261 qaso_sesev] Eger ne ji Casim ba, ew ê miheqeq serpiştkî di kursî werba. [3262 qaso_sesev] Lê Casim jêhatî derket, ew hişk zeft kir û ne hişt tê werbe. [3263 qaso_sesev] Birîn ne wek ku Heso digot ewqasî piçûk bû. [3264 qaso_sesev] Gule bêî ku çermê tenik qul bike, di bin çermê qalind re firiyabû. [3265 qaso_sesev] Dewsa birînê ji hêla ku gule lê ketibû bi qasî serikê şûjinê û ji hêla ku derbas kiribû jî bi qasî mewîjekê fireh xuya dikir. [3266 qaso_sesev] Herwiha di navbera pêş û paşê birînê de li ser çerm, işareta tiştekî ku çerm alastibe an şîş kiribe tune bû. [3267 qaso_sesev] Dema ku wan Luqman nuh anîbû odê, Heso berî herkesî qutikê wî jê şemirandibû û li birîna wî temaşe kiribû. [3268 qaso_sesev] Qutik û şerwal ji rexê birînê ve yekser bi xwîn bû; xwînê di qazaxê wî ê hirî re dabû der û gihabû çakêt. [3269 qaso_sesev] Gerek ji herkesî çêtir wî ji rastiya birînê fêm kiribûya. [3270 qaso_sesev] Ji ber ku pîş bi dermên û doktoriyê dikir. [3271 qaso_sesev] Him gulê gava ku li ser tiliyekê çerm şîş kiriba, ewqase xwîn dê ji çerm nehata. [3272 qaso_sesev] Hemo bêvila xwe firkand û bêî ku bêvilê berde axivî: [3273 qaso_sesev] »Apo, gule çerm şîş ne kiriye, di bin goş re firiyaye. [3274 qaso_sesev] Di birînê re du qul xuya dikin, baş lê binere.« [3275 qaso_sesev] Heso paş de gav avêt. [3276 qaso_sesev] Lê gotina ku berî niha kiribû, bi haweyekî aqilane parast: [3277 qaso_sesev] »Rast e, wek we ye; gule di bin goşt re firiyaye. [3278 qaso_sesev] Lê dîsa jî ne hêja ye ku mirov xwe bi vê birînê re biherimîne û biçe gilî. [3279 qaso_sesev] Birayên mino, divê em hev fêm bikin. [3280 qaso_sesev] Textor ewladê zinê ne. [3281 qaso_sesev] Ew dikare baweriyê bi gule neyne û bibêje ku, vî mirovî bi şûjinê çermê xwe qul kiriye. [3282 qaso_sesev] Lêbelê eger baweriyê bi gule bîne jî, wê tu raporeke wilo hêja nenivîsîne.« [3283 qaso_sesev] Heso a di dilê xwe de hîn ji serî de gotibû. [3284 qaso_sesev] Lê ji bilî Kenêr kesî ew fêm ne kiribû ku dixwest, gule hinekî bi berjêr de çûba, hinavên lawê wî biterişiyana û bi delîlên qewîn biçuya gilî. [3285 qaso_sesev] Hemo û Miho bi yekdevî: [3286 qaso_sesev] »Apê Heso eger tu bi a me bikî, em gilî bikin baştir e.« [3287 qaso_sesev] »Çima baştir e? [3288 qaso_sesev] De ka wê bibêjin.« [3289 qaso_sesev] Hemo: [3290 qaso_sesev] »Baştir e ji ber ku bi kêmanî hema wê esker doza sîlehan li wan bikin. [3291 qaso_sesev] Ez Circîs baş nas dikim: Li ber lêdanê xwe nagire û wê sîlehan teslîm bike. [3292 qaso_sesev] Îcar ma ne baş e ku him esker li dijminê me bixîne û him jî sîlehên wan ji wan bistîne?« [3293 qaso_sesev] Gotina vî ji herkesî bêtir li hesabê Miho hat. [3294 qaso_sesev] Xwest ku piştgiriya Hemo bike, lê Sadiq madê xwe tirş kir: [3295 qaso_sesev] »Na na, ezbenî ne wilo ye. [3296 qaso_sesev] Dema ku gilî serguherî têhildana sîlehan bû, ew jî wê di sîlehên me hildin. [3297 qaso_sesev] Hûn baş nafikirin. [3298 qaso_sesev] Him ji xwe gilî bi malbata me nakeve, mirovên qels gilî dikin.« [3299 qaso_sesev] Heso: [3300 qaso_sesev] »Sadiq rast dibêje. [3301 qaso_sesev] Ez jî di wê baweriyê de me. [3302 qaso_sesev] Vî eskerî dema sîleh ji dijminê me sitend, wê ji me jî bistîne. [3303 qaso_sesev] Bi berberiya nav me dizanin. [3304 qaso_sesev] Ji bo vê berberiyê em her meh qiyameteke pere didin wan! [3305 qaso_sesev] Di gundekî de, gava terefekî rahişt sîlehan, bêdevjeng terefê din jî wê rahijê. [3306 qaso_sesev] Eskerên tirk ne zarok in, ji me çêtir dizanin. [3307 qaso_sesev] Vê meseleyê qut bikin. [3308 qaso_sesev] Em jî gilî nekin heta ku ew li me gilî nekin. [3309 qaso_sesev] Ma tu çi dibêjî serekê şeytanan?« [3310 qaso_sesev] Kenêr bêsebir di cihê xwe de diqeliqî û çixare ji çixarê pêdixist. [3311 qaso_sesev] Di her şevbihêrkê de civatê ew dabaş digirt û wî jî tiştek bêbersiv bernedida. [3312 qaso_sesev] Ji herkesî bêtir ew dipeyivî. [3313 qaso_sesev] Îcar Heso jî di her rojên qewamê de gava bi koma xwe re rûdinişt, ne dihişt ku Kenêr bipeyive. [3314 qaso_sesev] Ew dihişt dawiyê. [3315 qaso_sesev] Wî bi vê yekê dixwest ku Kenêr lê hûr bibe, gotinên civatê wek melhêbê di bêndera mejiyê xwe de bi kar bîne û dûv re biryara xwe bide. [3316 qaso_sesev] Di vî warî de gotina wî her tim rast derketibû. [3317 qaso_sesev] Heso ew wek wezîrê xwe didît. [3318 qaso_sesev] Lêbelê digel ku wî bi xwe jî bi vê yeka ha dizanîbû, dîsa jî lez li xwe dikir û diqeliqî. [3319 qaso_sesev] »Mirovên qels gilî dikin. [3320 qaso_sesev] Her çiqasî ev gotin rast be jî, di bingehê xwe de xurtên mezin qels bi xwe ne. [3321 qaso_sesev] Ew giliyên wan ji xurtayê tê. [3322 qaso_sesev] Îcar ku em a din bibêjin...« [3323 qaso_sesev] Giran peyivî civat tênegiha. [3324 qaso_sesev] Wî bi van gotinên xwe ên tevlihev xwest ku Sêdiq ji derb bixîne. [3325 qaso_sesev] Li nav çavê wî dinerî û diaxivî. [3326 qaso_sesev] Çi gotina ku li hesabê wî nehata, bi gotineke qewîn fik dikir. [3327 qaso_sesev] Yekî agir, ê din av dipijiqand. [3328 qaso_sesev] Dinyaya wan ji hev cihê bû. [3329 qaso_sesev] Yek dojehî yek bihuştî bû. [3330 qaso_sesev] Wek şahirên nezan nizane bê çi dibêje, çend gotinên girover û ziwa, ku şil ba belkî bi derekê ve bizeliqiya, digindirîne wê navê, xwe zana diyar dike û direve. [3331 qaso_sesev] Civatê bi yek devî: [3332 qaso_sesev] »Me fêm ne kir bê te çi got. [3333 qaso_sesev] Tu ka a pêşî biqedîne, dûv re were ser a din...« [3334 qaso_sesev] Vî fesadî wê çi bigota? [3335 qaso_sesev] Nikarîbû tiştek bigota. [3336 qaso_sesev] Bi haweyê ku civat pir xeşîm û ew jî pir jîr e xwe nepixand: [3337 qaso_sesev] »We fêm ne kiribe ez çi bikim yanî! [3338 qaso_sesev] Erê, helbet esker û heta hikûmet jî dizane ku sîlehên me hene. [3339 qaso_sesev] Çavên xwe ji me re digirin, ji bo ku em hev bikujin. [3340 qaso_sesev] Lêbelê gava me dev ji sîlehan berda û me dijminê xwe ne kuşt, wê dijmin jî wek me bike gelo? [3341 qaso_sesev] Na. [3342 qaso_sesev] Yanî gava em nerin gilî, wê Circîs jî nere gilî gelo? [3343 qaso_sesev] Wê here. [3344 qaso_sesev] Helbet berberî ne baş e. [3345 qaso_sesev] Lêbelê ma wê Circîs dev ji berberiyê berde, hi? [3346 qaso_sesev] Na. [3347 qaso_sesev] Circîs niha li qereqolê ye« û devê xwe girt. [3348 qaso_sesev] »Yanî tu dibêjî em gilî bikin?« [3349 qaso_sesev] »Erê apê Heso.« [3350 qaso_sesev] Simo: [3351 qaso_sesev] »Eger hûn bi amin bikin, em ê çend deremêtan di bin xaniyê Crcîs de bi cih bikin û hemiyan bikujin. [3352 qaso_sesev] ku ne bi wilo be, em ê tu carî ji qereqol û mereqolan xelas nebin. [3353 qaso_sesev] Heta ku Circîs û zuryeta xwe hebin, em ê her tim li ber devê deriyê qereqolan bin û hew!« [3354 qaso_sesev] Heso: [3355 qaso_sesev] »Wileh tu baş dibêjî, lê nizanim bê ez ê çi ji te re bibêjim...« [3356 qaso_sesev] Vî Simo jî di sinhetê xwe ê fesadiyê de bi Zibêr re gav diavêt. [3357 qaso_sesev] Lêbelê ji konebaziyê bêtir ehmeqşeytanî bû. [3358 qaso_sesev] Belkî tozekê ji Zibêr li pêştir ya jî li paştir bû. [3359 qaso_sesev] Gundiyan demekê jê re »Deqdenos« gotin û dûv re dev ji vî navî berdan û bi navê wî ê rastî bang kirênê. [3360 qaso_sesev] Wî ne bi tenê ev gund, dinya dabû ber xwe. [3361 qaso_sesev] Hesin, kaplo, barûd, deremêd, pîl, empûl û têl li xwe civandibûn ku sîlehekî çêke. [3362 qaso_sesev] Û bi vî sîlehî temamê dinyayê bişewitîne. [3363 qaso_sesev] Sîleh çêdikir û ji Kenêr re digot: [3364 qaso_sesev] »Howeh kuro, ez li teqandinê dimînim heyirî! [3365 qaso_sesev] Ez nizanim bê ez ê çawa vî sîlehî biteqînim ku tiştek bi min neyê...« [3366 qaso_sesev] Kenêr jî digot: [3367 qaso_sesev] »Bi rastî terî ji te kêm e. [3368 qaso_sesev] Dibe ku ez bikaribim rêyeke teqandinê ji te re bibînim, lê ehmeqo gava ku te bi vî sîlehî tiştekî bi rih li vê dinyayê ne hişt, tu ê bi tena serê xwe çi bikî? [3369 qaso_sesev] Tu ê kê û kê berdî hev, tu ê bêfesadî çawa bikaribî bijî?..« [3370 qaso_sesev] Gotina vî dikeve serê wî, dev ji wêrankirina dinyayê berdide. [3371 qaso_sesev] Aliyê Simo ê herî girîng ku motomanekî ji serxweçûyî bû. [3372 qaso_sesev] Gava ku derewên beloq dikirin û civat li himber derewên wî disekinî, derew pê dibûn rastî û wek rastiyê diparastin. [3373 qaso_sesev] Ji ser a xwe danediket. [3374 qaso_sesev] Ji wîzwîza çûk û teyrikên çolê xuya dikir ku royê xwe berdaye tasê, qasekî din wê here ava û Zorava dê dîsa di bin reşaya ezmên de bimîne. [3375 qaso_sesev] Çûkên beytik ji xwe ji zû de ketibûn hêlînên xwe û xwe di nav qirş û palê de veşartibûn. [3376 qaso_sesev] Ji zerzûl û reşêlan, darên behîvên nav rez bi carekê ve reş bûbûn. [3377 qaso_sesev] Kolekan hîn xwe ji ser bênderên gund neda bûn alî. [3378 qaso_sesev] Lê wan jî bi lez nikil di erdê radikirin. [3379 qaso_sesev] Hin zarokan mêrdewan li ber xaniyan danîbûn û li qulê çûkan dixebitîn. [3380 qaso_sesev] Mele Salar li ber deriyê mala xwe haziriya bangdanê dikir. [3381 qaso_sesev] Êşkencek giran dîtibû. [3382 qaso_sesev] Bi zorê xwe li ser lingan digirt. [3383 qaso_sesev] Ew jî eger pala xwe nedaba hêtekî. [3384 qaso_sesev] Civata Heso jî digel ku bi seetan birçî û tî bi heraret axivîbûn, heta ku mele bang ne daye, ne Xwedê û pêxember, ne limêj û ne jî zikê wan ê birçî hatibû bîra wan. [3385 qaso_sesev] Ji bilî ku xerabiya hev bifikirin hîç, erê hîç tiştek di bîra wan de ne hatibû. [3386 qaso_sesev] Reşayê xwe berdabû hinduran, ode tarî bûbû. [3387 qaso_sesev] Lê wan ji hingama ku dikirin, bîr ne dibirin ku lempê ji xwe re pêxin. [3388 qaso_sesev] Di vê navê re, ji herkesî bêtir halê Kazimê pizûrî ne xweş bû. [3389 qaso_sesev] Kazim tibabê du seetan bûbû ku li ser xênî qilawizî li nav malan dikir. [3390 qaso_sesev] Ji serma dirikrikî. [3391 qaso_sesev] Li ser qesira Circîs pêgirtiyê hûran Ekremê torî jî wek Kazim bûbû qilawiz û ziq li mala Heso temaşe dikir. [3392 qaso_sesev] »Weh mele bang dide! [3393 qaso_sesev] Çi zû bû mixrib, wey wey wey!..« [3394 qaso_sesev] Xelef destê xwe avêt zincîrê ji bêrîkê seet kişand û ber bi çavên xwe de anî. [3395 qaso_sesev] Hindur reş bû, seet ji hev ne fesiland. [3396 qaso_sesev] Rabû ser xwe û wek dînan li dor xwe nerî. [3397 qaso_sesev] Li pencerê digeriya. [3398 qaso_sesev] Pencere li pişt bû, lê aqil ne dikir ku li pişt xwe bizîvire. [3399 qaso_sesev] Ew hîn di wê rewşê de bû, Zibêr ji devê derî peyivî:: [3400 qaso_sesev] »Wey erê bi Xwedê Heso, kuro bi rastî mixrib e! [3401 qaso_sesev] Seet pênc û çarîkek bûye. [3402 qaso_sesev] Melê gerek li pêncan azan bida« û derket. [3403 qaso_sesev] Sadiq ji dil keniya: [3404 qaso_sesev] »Kuro qey mele jî wek me xurifiye, lawo...« [3405 qaso_sesev] Sîrac keniya: [3406 qaso_sesev] »Xwedê ji te raziyo Sadiq qe seet jî naxurif e!« [3407 qaso_sesev] Sadiq di bersiva wî de: [3408 qaso_sesev] »Belê belê ew jî dixurife. [3409 qaso_sesev] Di hindurê seetê de şeytan heye. [3410 qaso_sesev] Bi telaq şeytan jî nikare bi vî gundî. [3411 qaso_sesev] Me qûn li şeytên qetandiye, îcar em ê çawa qûnê li melê ku tew hîn nikare bifire, neqetînin! [3412 qaso_sesev] Bêhna xwe fireh bikin, hûn ê bibînin eger mele di vî gundî de hiş berneda, mêja eşa bi hesabê nîvro û a nîvro jî bi hesabê eşa ne kir û berê me hemiyan neda bakur, ji xwe bila ez ne ji pişta bavê xwe bim...« [3413 qaso_sesev] Civat hemû rabû ser xwe. [3414 qaso_sesev] Herkes bi haweyê ku bi şev dîsa li mala Heso li hev bicivin, garankî ji odê derketin. [3415 qaso_sesev] Lê Sarê li hindurê malê pêrgî wan hat: [3416 qaso_sesev] »Pizûrîno bi ku de? [3417 qaso_sesev] Lawo me şîva we kavirek ser jê kiriye, şîv hazir e. [3418 qaso_sesev] Ma ne eyb e ku hûn bêşîv ji mala me derkevin? [3419 qaso_sesev] Qey hûn me kêm dibînin?..« [3420 qaso_sesev] Sadiq gotina wê birî û bi dengekî bilind got: [3421 qaso_sesev] »Keçê pîrê hema ez bi heyrana te bim, lê! [3422 qaso_sesev] De ka were ez destê te maçî bikim, were! [3423 qaso_sesev] Ê hema bi telaq tu ji me hemiyan bi namûstir î. [3424 qaso_sesev] Eferim, diya Luqmên eferim.« [3425 qaso_sesev] Sarê pêşî keniya; dûv re destê xwe bilind kir û bi hêrs got: [3426 qaso_sesev] »Na na Sadiq, ez ne diya wî bênamûsî me; ez diya Reşoyê çavreş im, çavreş. [3427 qaso_sesev] Ker di diya Luqmên û temamê zaroyên min...n!« û li hindurê malê vegeriya. [3428 qaso_sesev] Bi peyva ku Sarê got »Me kavir ser jê kiriye«, qurpînî bi dilê Heso ket. [3429 qaso_sesev] Qasekî xaşomaşî bû. [3430 qaso_sesev] Dûv re mîna ku hin jê re bibêjin, »Pêwîst nake êdî tu xwe aciz bikî. [3431 qaso_sesev] Kavir nema bi rih dibe, şikiriya xwe bîne ku jinikê ga ser jê ne kiriye birako!« [3432 qaso_sesev] Sarê aveke hênik bi ser dilê wan ê helhilî de dakiribû. [3433 qaso_sesev] Şîva wan goşt û tirşika fasûliyan bû. [3434 qaso_sesev] Ji du mehan carekê bi zor û heft belan incex ruyê goşt didîtin. [3435 qaso_sesev] Ew jî ya fêrîkeke ku zarokan derb lê daba, ya mirîşkeke ku bi êşê ketiba û ya jî cûmek goştê meksûd bû. [3436 qaso_sesev] Di nav neh, deh kufletên hûr û mûr de mirîşkek wê bûba çi? [3437 qaso_sesev] Wê kê bixwara û kê nexwara? [3438 qaso_sesev] Heta belkî hinan ji wan ji salê heta salê ruyê goşt jî ne dîtibûn. [3439 qaso_sesev] Hemû bêî ku li bendî gotina mezinê malê Heso rawestin, bê ka mezin çi dibêje, di cih de li hindurê odê vegeriyan. [3440 qaso_sesev] Dualî sef girtin. [3441 qaso_sesev] Çong berdan erdê, eskerkî rûniştin û cihên xwe xweş kirin. [3442 qaso_sesev] Baş bû ku Sêdiq bîr bir û lempe pêxist. [3443 qaso_sesev] Eger ne ji Sêdiq ba, kî dizane belkî di wê rewşa tarî de, hemiyan dê şîva xwe bixwarana û dîsa bi devjengan rahiştibana hev. [3444 qaso_sesev] Sarê disteke goştê pez ji wan re li êgir kiribû. [3445 qaso_sesev] Ev pez kavir e û goştê kêvir bi qasî goştê berxên hilikî xweş bû. [3446 qaso_sesev] Hiş û sewdan ji serê wan firiyabû. [3447 qaso_sesev] Hemiyan dixwest xwe bi heyrana Sarê bikin. [3448 qaso_sesev] Zibêr di bin tesîra goşt de ji hawhaw ketibû. [3449 qaso_sesev] Ji dilê wî dihat ku Sarê bi gotinên herî kubar bipesinîne, lê gotinên layiqî mezinahiya wê, ne didîtin. [3450 qaso_sesev] Devê xwe xistibû guhê Miho û bi dizî jê re digot, »Ez dest û lingên wê maçî dikim, maçî dikim maçî dikim...« Eger Sarê di vê kêlîkê de, ji xwe fedî ne kiriba û bi siqêfên kotî dabelişiya civatê, ji kêfa şîvê re belkî gelekan ji wan ew siqêf ne bihîstibana jî. [3451 qaso_sesev] Dualî birçî bûn; him birçiyê goşt û him jî birçiyê fesadiyê bûn. [3452 qaso_sesev] Dîsa eger Sarê aqilî kiriba û ji serî de civat bi vê bûyera xwe agahdar kiriba, miheqeq wê hin mirovan bi milama qenciya vê pîremerdê, seyra devjengê lîçekî serguherî xêrxwaziyê kiriba, an devjeng dê ewqasî genî nebûya. [3453 qaso_sesev] Ji rewşa wan xuya dikir ku çendî li ber goşt ketibûn. [3454 qaso_sesev] Mirov di çavên wan re didît ku ew di vê bîstikê de ji goşt pê ve tiştekî din ne difikirîn. [3455 qaso_sesev] Ji bilî Heso hemiyan mîna guran bi awirên xwe ên birçî devê deriyê odê hûr hûr dibirîn. [3456 qaso_sesev] Teqe req ji aliyê malê bilind bû, çingîniya firaxan li odê deng veda. [3457 qaso_sesev] Pêl kete civatê. [3458 qaso_sesev] Herkesî mîna ku xwarin li ber be, xwe ji xwarinê re hazir kir û ziq li devê derî nerîn. [3459 qaso_sesev] Dema ku Temo bi leganeke birinc û ser birincê jî tije goşt kete hindur, herkes ji hindama xwe de bêhemd rabû ser xwe û bi haweyê ku heryek terbiya xwe şanî ê din bide ji hev re gotin, »Kuro eyb e ji we re, hinekî alî Temo bikin, weh!« Legan di ser destên hev re herikandin dawiya odê û li ser kom bûn. [3460 qaso_sesev] Lê Sadiq hevalên xwe nas dikir. [3461 qaso_sesev] Digel legana duduyan hîn bi rê de li hewşê got, »Leganeke din hat, leganeke din« û bi lez xwe avête hindurê odê. [3462 qaso_sesev] Bi dû wî de Meyro hat. [3463 qaso_sesev] Li ser destên wê sêniyeke dorniqirî tije birinc û ser birincê yekser bi goşt nixumandî bû. [3464 qaso_sesev] Xuya bû ku bi lez sênî dagirtibû. [3465 qaso_sesev] Qiraxên sêniyê ji libên birincê paqij ne bûbûn. [3466 qaso_sesev] Birincê ji nîvê sêniyê bêtir, li ser qiraxan diyar dikir. [3467 qaso_sesev] Lê Meyro hîn ne gihabû ber Heso, li şekalan likumî, hindik mabû biketa. [3468 qaso_sesev] Meyro li ber xwe ket û xwe hinekî bi ser hev de qurmiçand. [3469 qaso_sesev] Sadiq bi exlaqê xweha xwe dizanîbû ku çendî dilkeçikî ye, dikare di cih de bigrî. [3470 qaso_sesev] Keniya û got: [3471 qaso_sesev] »Keçê ez jî li şûna te terpilîm. [3472 qaso_sesev] Wan şekalan ji wir biavêjin« û yekser sênî ji dest girt. [3473 qaso_sesev] Sênî li ber Heso danî û bi lez dîsa li hindurê malê vegeriya. [3474 qaso_sesev] Sadiq ji aliyekî de û Temo ji aliyekî de, tam pênc sênî tirşik kişandin hindur. [3475 qaso_sesev] Sênî sifir bûn. [3476 qaso_sesev] Hinekî mezin bûn. [3477 qaso_sesev] Meyro jineke dirêj, gewr û xwînşêrîn, henûn û misixur bû. [3478 qaso_sesev] Vê pîreka diltenik, wek zarokên ku hîn ji dinyê fêm ne kiribûn, nizanîbû bigota »Na.« Kê çi jê bixwesta wê didayê. [3479 qaso_sesev] Heso carina henek dikirin û jê re digot »Keçê, xwe hînî gotina na-nabe, bike. [3480 qaso_sesev] Binere hin dikarin ramûsanan ji te bixwazin. [3481 qaso_sesev] Ji bo ku tu xwe bi dest kesî bernede, xwe hînî van herdu gotinan bike... « [3482 qaso_sesev] Zarokan bi satilan av dikişand odê. [3483 qaso_sesev] Lêbelê hayê kê ji avê hebû. [3484 qaso_sesev] Digel ku hemiyan ewqas lêdan xwaribûn û dûv re jî şerekî mezin kiribûn, qaşo gerek bi satilan av vexwaribana, ava çi! [3485 qaso_sesev] Di vê dema ku herkesî xwe dadaye xwarinê û nehişî gepê dadiqurtîne, ji ser xênî dengê Kazimê pizûrî hat, »Hûto hat, Hûto!« [3486 qaso_sesev] Bi dengê Kazim re Sadiq keniya. [3487 qaso_sesev] Lê ên din mîna ku tu cereke ava qerisî bi ser wan dakî di cih de rawestiyan. [3488 qaso_sesev] Tepsiya Heso ji ser çongan herikî; birinc û tirşik rijiya û goşt bi ser doşekê de belav bû. [3489 qaso_sesev] Heso di dilê xwe de piçpiçî. [3490 qaso_sesev] Di dawiyê de xwe ne girt û teqiya: [3491 qaso_sesev] »Wey ne li ser xêrê bê! [3492 qaso_sesev] Xwedê heft topan li mala wî xîne! [3493 qaso_sesev] Erê hûn bi qedirê Mishefa Reş kin, ma niha wextê hatina wî bû lo!« [3494 qaso_sesev] Raberdana Heso a li himber Hûto bi dilê hemiyan bû. [3495 qaso_sesev] Pir dixwestin ku Heso bêyefş jê re xeberan bide û ew jî hîn siviktir bikaribin gepan bihepişînin devê xwe. [3496 qaso_sesev] Çimkî bêdengiya di ser xwarina bi tevayî de, rê li xwarina bi fahşitî digirt; mirov li hev dinerî ji hev fedî dikir û bi isûl dixwar. [3497 qaso_sesev] Lê mixabin Heso jî mîna ku bêisûliyek kiribe, devê xwe girt û bi geremola dor xwe daket. [3498 qaso_sesev] »Zibêr, nebêje ku Miho ehmeq e û ez ne dîtime ha. [3499 qaso_sesev] Min dît bê te çawa bi xezeb pariyek goşt xist paşila xwe.« [3500 qaso_sesev] Zibêr li vî gundî xwedî erd û pismamê Heso bû. [3501 qaso_sesev] Ev yeka ha hîç pê ne diket. [3502 qaso_sesev] Belkî jî dizî pê re bûbû wek nexweşiyekê. [3503 qaso_sesev] Wî jî wek wî devê xwe xist guhê wî û bi dizî jê re got: [3504 qaso_sesev] »Hişşş deng neke. [3505 qaso_sesev] Tu jî bidize lawo, keysa me lê hatiye.« [3506 qaso_sesev] Miho piştî ku di ber xwe de beşişî: [3507 qaso_sesev] »Kuro ji xwe ji zû de min paşila xwe dagirtiye. [3508 qaso_sesev] Lê ma te dît ku bê min çawa bêrîkên qapût ên hindur ji birincê dagirtine?« [3509 qaso_sesev] »Na lo! [3510 qaso_sesev] Lawo min digot qey bêjiyê mezin ez im, lê tu ji min jî hîn bêjîtir î! [3511 qaso_sesev] Wileh ne ez bi diziya goştê te û ne jî bi diziya birinca te hisiyame.« [3512 qaso_sesev] »Miho, ser darên behîvan tije reşêle bûne, hema piştî ku civat belav bibe ez û tu em ê herin wan. [3513 qaso_sesev] Binere eman eman bila kesek pê nehise! [3514 qaso_sesev] Em ê çima van tiredînan bikin şirîkê xwe. [3515 qaso_sesev] Lawo, bi Quran heryek ji me wê disteke goşt bigihêyê!« [3516 qaso_sesev] »Temam temam, min fêm kir, em ê herin, qut bike, dîwar bi qul in hişşş!« [3517 qaso_sesev] Di her şevên zivistanê û bi giştî jî di rojên seqemî de reşêle û herwiha gelek teyr û tilûrên din jî bi refan li ser darên behîvan dilûstin. [3518 qaso_sesev] Ji ber ku rez duperçe bû, perçê jêr ê Circîs û ê jor jî ê Heso bû û darên behîvan jî hemû di nav rezê Heso de bûn, hûrî ji goştê teyr û tilûran mahrûm di-man. [3519 qaso_sesev] Pizûrî her şev diçûn nêçîrê û zembîlên xwe ji goştê teyrikan dadigirtin. [3520 qaso_sesev] Hûto hîn li dor rez bû, Doguj bêhna wî kiribû û bi lez û bez çûbû pêşiyê. [3521 qaso_sesev] Hûto destên xwe li situyê wî gerandibû û ruyê xwe bi ruyê wî ve firkandibû. [3522 qaso_sesev] Doguj ji Temo bêtir hogirî wî bûbû. [3523 qaso_sesev] Bi rastî ev kûçik te digot qey ne heywan bû, mîna insên fehman û bîr dibir. [3524 qaso_sesev] Dema ku eskeran bi G3an li Hûto girêdabû û Hûto ber bi Dêrê de direviya, Doguj jî hilkişiyabû ser bena rez û bi hêrs direya. [3525 qaso_sesev] Ji rakêşîn û kêferatê, toqa hesinî situyê wî birîbû. [3526 qaso_sesev] Sitû bi xwîn bûbû. [3527 qaso_sesev] Hûto gava xwe avêt hindurê odê û li paş xwe nerî. [3528 qaso_sesev] Kûçik ne dît. [3529 qaso_sesev] Kûçik berî wî ketibû hindur, lê hayî ne bûbû. [3530 qaso_sesev] Heso qîr da: [3531 qaso_sesev] »Haho ev çi ecêb e! [3532 qaso_sesev] Lawê berêz zû wî kûçikî derke!« [3533 qaso_sesev] Lê Sadiq bi haweyê ku lewlewa Heso bibire û herwilo Hûto jî li ber xwe nekeve, sivik pêrgî wan rabû. [3534 qaso_sesev] Li ber kûçik rawestiya, destê xwe di ser serê wî re bîr û anî. [3535 qaso_sesev] »Ji xwe re li vî kûçik-insanî binerin, bê çiqasî bi aqil e. [3536 qaso_sesev] Mêrik hatiye civatê ha. [3537 qaso_sesev] Qey dixwaze şîretan li hinan ji me bike« û digel Hûto bi kûçik re derketin hewşê. [3538 qaso_sesev] Di wê navê re jî Heso bi ser Sêdiq de dikir birebir: [3539 qaso_sesev] »Kuro destê xwe nede wî kûçikî, te xwe herimand!..« [3540 qaso_sesev] Hemo û Xelef ji ser xwarinê vekişiyabûn. [3541 qaso_sesev] Vekişandina wan di esasê xwe de ne ji ber ku têr xwaribûn, ji bo Hûto ev camêrî kiribûn. [3542 qaso_sesev] Hema çawa ba, Hûto hevalê wan û dijminê dijminê wan bû. [3543 qaso_sesev] Him ma ne wî jî wek wan, di vê roja seqemî de ji destê eskeran êş û cefa kişandibû. [3544 qaso_sesev] Pariyek goşt û çend lep birinca ku Sarê xîç çêkiribû, bixwara wê çi bûba qey. [3545 qaso_sesev] Ji bilî wan, kesî xwe ji ser sifrê neda alî û sifre ji dêwê malbata xwe re bernedan. [3546 qaso_sesev] Hûto bêî ku hin jê re bibêjin »Kerem bike ser xwarinê«, hema wilo li bayê hatina xwe kabok berdan erdê, zendik çikilandin û destên xwe ji xwarinê re vemaltin. [3547 qaso_sesev] Lê mixabin hinekî dereng mabû. [3548 qaso_sesev] Ji xwe goşt hîn ji serî de qediyabû. [3549 qaso_sesev] Birinc jî gihabû terka dawiyê, binê leganê diyar dikir. [3550 qaso_sesev] Rewş pê zor hat. [3551 qaso_sesev] Di ruyê wî re xuya dikir; rû reş gewirî bû. [3552 qaso_sesev] Pêşî destê xwe ê çepê avêt leganê û bi tenişta wê girt. [3553 qaso_sesev] Birinca Sarê tam çivir bû; te digot qey bi rûn kelandibû, birinc di nav rûn de mixmixî bû. [3554 qaso_sesev] Hûto serê tiliyên xwe xistin binê leganê û bi tiliya girdikê tenişta leganê dewisand. [3555 qaso_sesev] Wî çiqasî dewisand tilî jî ewqasî çû xwar. [3556 qaso_sesev] Terkek mabû ku leganê qul bike, ji nişkê ve tilî hilda û di dilê xwe de got, »Miheqeq pîra Sarê hesabê min û xwarinê kiriye.« Lê gerek hîn ji serî de wilo bifikiriya. [3557 qaso_sesev] Ji ber ku her tim gava Sarê didît xwarin û gava ku xwarin didît, Sarê dihat bîra wî. [3558 qaso_sesev] Di vî gundî de bi tenê Sarê qîmetê wî digirt û ew fêm dikir. [3559 qaso_sesev] Ji destên diya xwe bêtir, ji destên wê tahmtîtk xwaribûn. [3560 qaso_sesev] Eger ne ji Sarê ba, belkî wilo betil jî mezin ne bûbaya. [3561 qaso_sesev] Piştî ku Sarê hat bîra wî, hîn nuh bêhna wî derket û lepê xwe dirêjî hindurê leganê kir. [3562 qaso_sesev] Bi tûşa pêşî re şiyar ne bû ku digel birincê goşt jî hebû. [3563 qaso_sesev] Çawa lepê duduyan avêt devê xwe, rûnê di binê leganê de û cûmek dûv, kortika qirikê şil kir. [3564 qaso_sesev] Mîna gulekê vebû. [3565 qaso_sesev] Pê hisiya ku bi birincê re goşt jî heye û birinc birinca ber goşt e. [3566 qaso_sesev] Vê carê jî tam bi haweyekî hovane kişiya ser. [3567 qaso_sesev] Bi herdu lepan xwarin da ber hev û mîna dewlên li ser devê bîr û birkan, lepek hilda û yek danî. [3568 qaso_sesev] Lê çi fêde, tu xwarin nema bû. [3569 qaso_sesev] Di vê kêlîka ku binê leganê bi kefa destê xwe paqij dikir û kef dialast, ji beragirka xwarinê dengê Sadiq hat: [3570 qaso_sesev] »Hûto xwe bigire, ez bi leganeke birinc û goşt bi te ve giham.« [3571 qaso_sesev] Hûto ji kêfa xwarinê re serxweş ketibû. [3572 qaso_sesev] Ji cihê ku lê rûniştîbû çeng bû, qêriya, »Ooox goşt, goşt!« û bi haweyê hirçê xwe kiland. [3573 qaso_sesev] Legana tije birinc û goşt ji destê Sadiq revand û li wê navê ket ser. [3574 qaso_sesev] »Howeh kuro, îro hindik mabû ku qomandar pîra me bikuşta! [3575 qaso_sesev] Ez dibê Xwedê di ber pîra me de ciwange feda kir, hûn çi dibên? [3576 qaso_sesev] Ciwange kir setqa wê.« Civat hemû pê keniya. [3577 qaso_sesev] Hûto heta ku bûbû zilam jî bawer ne dikir ku Xwedê li ezmên rûdine. [3578 qaso_sesev] Niha jî bawer ne dikir. [3579 qaso_sesev] Ji bo ku dilê Sarê jê nemîne wilo dikir. [3580 qaso_sesev] Li gor wî Xwedê insanekî wek çiyakî mezin bû û çênedibû ku ev çiya bêsenede û menede li hewa rûnişta. [3581 qaso_sesev] Ji xwe hîç bawerî bi pêxember ne dianî. [3582 qaso_sesev] Sarê pêxember pê insan dabû naskirin û jê re gotibû »Pêxember û şêx difirin ba Xwedê.« Ecêbmayî dima! [3583 qaso_sesev] »Yanî bêî ku li terempêl û teyaran siwarên ha!..« Ne diket serê wî û ne jî dixwest ku dilê Sarê ji xwe bihêle. [3584 qaso_sesev] Mereq dikir ku insan çawa bêbask, terempêl û teyare dikarin bifirin. [3585 qaso_sesev] Di rojeke havînê de bi sariya sibehê re diçe ser qesira Şêx Ataullahê tinatî, herdu lingên wî zeft dike, wek koçanîkekî dizîzikîne û dizîzikîne, li ezmên temaşe dike û virikî diavêje. [3586 qaso_sesev] Şêx hîn li hewa ye can dide. [3587 qaso_sesev] Li gor ku digotin, serê şêx dipelixe û hestîk sax di canê wî de namîne. [3588 qaso_sesev] Îcar piştî vê bûyerê tam bawerî pê anîbû ku insan bêbask, terempêl û balafir wê nikaribin bifirin. [3589 qaso_sesev] Gava Sarê jê re digot »Te çima şêxê me ji qesirê avêt?« Dikeniya, »Min digo ka ez ê binerim bê ev insan çawa difirin! [3590 qaso_sesev] Wek teyran, wek çûkan wek ordekan difirin gelo!..« Lê mixabin piştî bûyerê hema bi çend rojekî, li xwe mikur tê ku Kenêr ew şandiye ser şêx. [3591 qaso_sesev] Limêj dikir, lê limêja wî ne ji bo Xwedê, ji bo ebdan bû. [3592 qaso_sesev] Reketeke limêj bi sêniyeke birinc, du reket bi çar şekirên çayê, sê reket bi kulmeke mewîj, çar reket bi pariyekî goşt dikir. [3593 qaso_sesev] Destlimêjgirtin, niyetanîn û limêjkirina wî jî hemû evqask bû, »Xwedê qebûl bike, amîn.« [3594 qaso_sesev] Xutbe bi çil zilamî dibû. [3595 qaso_sesev] Dîsa rojeke înê ye û Hûto di gundê Bamidê re derbasî Eferê dibe. [3596 qaso_sesev] Zilamek ji xutba bamidiyan kêm e. [3597 qaso_sesev] Ji bo ku Xwedê xutba wan qebûl bikira, divabû hejmara wan bûba çil. [3598 qaso_sesev] Ji Hûto re li hev hatibû. [3599 qaso_sesev] Li ser hêkên elokê bazarê digirin. [3600 qaso_sesev] Hûto, »Sisê« ew »Dudu« dibêjin. [3601 qaso_sesev] Di dûmahîkê de herdu teref jî ji hev danaxwin û xutbe li erdê dimîne. [3602 qaso_sesev] Pîra wî Sarê bi vê liberxwedana wî pir kêfa xwe anîbû û pênc hêkên elokê jê re qelandibûn. [3603 qaso_sesev] Heso: [3604 qaso_sesev] »Erê erê, ji bo ku xanim li ser pira selatê li kêvir siwarê û tu jî bi dûvê wî bigirî, Xwedê ev qencî bi te kir ku qomandar pîra te ne kuşt.« [3605 qaso_sesev] Kêr li Sarê disût û di nava xwe de dikeliya. [3606 qaso_sesev] »Vê jinikê ez talan kirim! [3607 qaso_sesev] Birinc bi me ve ne hişt. [3608 qaso_sesev] Sibe, dusibe başçawîş bê mala me û bibîne ku me birinc jê re li êgir ne kiriye, em ê çi xweliyê li serê xwe bikin! [3609 qaso_sesev] Bi telaq başçawîşê tirek vê carê bi lêdanê wê min tirek bike...« [3610 qaso_sesev] Heso carekê bi sedema ku birinc û goştê elokê ji başçawîş re çênekiribû, di mala xwe de ji destên wî du şiqam xwaribûn. [3611 qaso_sesev] Başçawîş jê re gotibû »Her ku ez hatim mala te, tu ê ji min re goştê elokekê li ser birincê bikî û li ber min deynî. [3612 qaso_sesev] Eger hema rojekê ez bibihîzim ku te ji eskerê min re elok an mirîşk ser jê ne kiribe, ji xwe pêwîst nake ez ji te re bibêjim. [3613 qaso_sesev] Tu bi min dizanî bê ez çendî bêbav lawê bêbavan im!..« [3614 qaso_sesev] Bi rastî li ser kiryara ku Sarê kiribû, Heso kirasê xwe biçiranda dîsa jî heqê wî bû. [3615 qaso_sesev] Ji tirsa ku başçawîş wî di mala wî de li pêş zar û zêçên wî pîs neke, nîv telîs birinc kirîbû û Sarê jî ew birinc hemû ji hevalbendên wî re li êgir kiribû. [3616 qaso_sesev] Lê gerek dîsa jî şikiriya xwe bianiya ku Sarê, ji dêvla elokan kavir ser jê kiribû. [3617 qaso_sesev] Eger elokên ku ji bo başçawîş bi qinê gwîzan xwedî dikirin, hemû ser jê kiribana wê çawa bûba! [3618 qaso_sesev] Gelo wê di şûna van elokan de ên wilo qelew, elokên kirînê li herêmê peyde bûbana? [3619 qaso_sesev] Başçawîş gotibû, »Eloka ku ez bixwim divê qelew be. [3620 qaso_sesev] Goştê eloka qelew xweş e...« Başçawîş ji lezeta goştê elokê fêm dikir. [3621 qaso_sesev] Ji ber ku zivistanan xwarina wî her tim elok bûn. [3622 qaso_sesev] Dabaşa civatê li ser Hûto û xwarina wî bû. [3623 qaso_sesev] Lê Heso jî ketibû newala guman xeman, kûr û dûr difikirî. [3624 qaso_sesev] Xwarin nêvcî xwaribû. [3625 qaso_sesev] Sêniya xwarinê li aliyê malê vegerandibû û zikê xwe bi avê nepixandibû. [3626 qaso_sesev] »Ma tu ne çû hin gundên derdor?« [3627 qaso_sesev] Hûto bi xwarinê daketibû. [3628 qaso_sesev] Kengî deng diçûyê. [3629 qaso_sesev] Heso vê carê jî bi dengekî pêt: [3630 qaso_sesev] »Lawê berêz Hûto, ez ji te re dibêjim!« [3631 qaso_sesev] »Bibêje xalo bibêje, ma te çi got? [3632 qaso_sesev] Bi tirba bavê te kim xalo deng ne hat min.« [3633 qaso_sesev] »Ma tu ji qelêç danegeriya gundên derdor?« [3634 qaso_sesev] »Belê xalo, ez dageriyam Atxê.« [3635 qaso_sesev] Hemo xwe avêt nav gotinê keniya û bi qerf: [3636 qaso_sesev] »Malneketo, tu çû heta bi Atxê ha!« [3637 qaso_sesev] Heso dîsa bi qahr: [3638 qaso_sesev] »Ma qey kafiristanî bû ku kesî bi xêra xwe gezek nan neda te! [3639 qaso_sesev] Tu wilo birçî ji gund bi rê kirin, ha!« [3640 qaso_sesev] Hûto li bendî ku gepa xwe daqurtîne û dûv re wî bibersivîne ranewestiya. [3641 qaso_sesev] Bi dengekî hêdî di ber xwe de: [3642 qaso_sesev] »Jina Şehabê atxî Fatimê tam pênc nanê tenûrê dabûn min« û bi lez lepê xwe di nav birincê rakir. [3643 qaso_sesev] Miho keniya; kenê wî wek ên keçikên ku bi fitbolê dilistin, bi şîqe şîq bû. [3644 qaso_sesev] Bala civatê kişand. [3645 qaso_sesev] Wî guh neda wan û got: [3646 qaso_sesev] »Lawo Hûto hinekî ji xwe fedî bike. [3647 qaso_sesev] Xwarin ji ber te nareve hêdî hêdî bixwe te em hetikandin! [3648 qaso_sesev] Baş e ku kesî xerîb di nav me de tune ye.« [3649 qaso_sesev] Hûto nizanîbû derewan bike. [3650 qaso_sesev] Dema ku dikir jî dikeniya. [3651 qaso_sesev] Bi kenê xwe, xwe dida dest. [3652 qaso_sesev] Di ser kirina derewên wî re bi giştî rojek derbas ne dibû. [3653 qaso_sesev] Bi roj derew dikir û bi şev jî li xwe mikur dihat. [3654 qaso_sesev] Carina jî bêhnikek di ser re derbas ne dibû. [3655 qaso_sesev] Rojî ne digirt. [3656 qaso_sesev] Lê dema ku jê re digotin, »Ma tu bi rojî yî?« Wî jî digot »Erê« û bi şev jî di civatê de wê bigota »Min henekê xwe bi we kir, ez ne bi rojî bûm ha.« Li gor civata herêmê gelek prensîpên wî ên baş hebûn. [3657 qaso_sesev] Bêbextî ne dikir. [3658 qaso_sesev] Bêhnfireh, dilpaqij û sernerm bû. [3659 qaso_sesev] Zexelî li dor peyde ne dibû, mirovekî jêhatî û suxrekir bû. [3660 qaso_sesev] Eger ne ji Heso bûya, ew ê tu carî beşdarî pevçûnên gund ne bûya. [3661 qaso_sesev] Wî jî wek Sarê, Perîxanê, mamostê gund, Mîrzoyê mitirb û mele Salar aşitî dixwest. [3662 qaso_sesev] Kenêr jê hez dikir. [3663 qaso_sesev] Bi haweyê ku bala civatê ji ser Hûto bikişîne û Hûto wek insên bi rehetî bikaribe xwarina xwe bixwe, bi dengekî têr axivî: [3664 qaso_sesev] »Ey civat, gelo kesek ji we fikiriye gava ku em başçawîşê Sitilîlê bi vê pevçûna xwe a îro agahdar nekin, başçawîş wê çawa afatê bi serê me de bîne?« û bi serê xwe işareta zûxwarinê da Hûto. [3665 qaso_sesev] Ev gotineke ne xweş bû. [3666 qaso_sesev] Bi gotina wî re firte firt bi Heso ket, mîna ku cerek av biherike bin, di cihê xwe de qeliqî û axîn kişand. [3667 qaso_sesev] Qasekî li bîn zikê xênî temaşe kir, serê xwe berda ber xwe, bi melûlî got: [3668 qaso_sesev] »Îcar ev ne bû. [3669 qaso_sesev] Bi rastî me ev yeka ha ji bîr kiribû« û çavên xwe zîvirandin ser Hemo. [3670 qaso_sesev] Civat bêdeng bû. [3671 qaso_sesev] Hûto bi kêf got: [3672 qaso_sesev] »Xalê Şeytan, kuro hema ez destê te maçî bikim û hew! [3673 qaso_sesev] Erê willeehh!! [3674 qaso_sesev] Te heyfa min ji wan hilanî, lo! [3675 qaso_sesev] Gepek xwarin bê çi ye ne dihiştin ez bixwim kuro. [3676 qaso_sesev] De îcar bigirîn hi! [3677 qaso_sesev] Ji sibehê de henekê xwe bi aqilê min dikin. [3678 qaso_sesev] Û tu ji xwe re li aqilê wan binere. [3679 qaso_sesev] ku ne xalê min Şeytan heq ji we derkeve, ma kî dikare bi we!..« [3680 qaso_sesev] Hûto tam ji dil digot û dikeniya. [3681 qaso_sesev] Gundiyan ji Kenêr re »Apê Şeytan« û Hûto jî jê re »Xalê Şeytan« digot. [3682 qaso_sesev] Gundiyan gava jê dipirsî, »Tu çima wek me wî bi nav nakî?« Wî jî digot, »Xal ji apan çêtir in. [3683 qaso_sesev] Ap pîs in. [3684 qaso_sesev] Gava bavê mirov dimire, ap diya mirov li xwe mahr dikin. [3685 qaso_sesev] Lêbelê herçi xalin, vê bênamûsiyê qebûl nakin. [3686 qaso_sesev] Ji xwe fedî dikin ku diya mirov li xwe mahr bikin.« Li gor pîvanên wî, xweh çi bû jinbir jî ew bû. [3687 qaso_sesev] Zibêr bi haweyê ku dora axavtinê revandibe ango niha neaxive wê hîç dor negihêyê, bi lez xwe da ser hev û got: [3688 qaso_sesev] »Em û mala hûran ji bav û kalan de dijminên hev ên xwînê nin. [3689 qaso_sesev] Me bi sedan mêr ji hev kuştine. [3690 qaso_sesev] Û em ê hîn jî pir ji hev bikujin. [3691 qaso_sesev] Lê îcar a ku nakeve serê min, nizanim bê ev hûn çima ewqasî li himber eybê pîkolê dikin. [3692 qaso_sesev] Me pêşiyan gotineke heye dibêjin, ‘Dijminayî bêminetî ye.’ Yanî dibêjin ku mirov çi di dijminê xwe de bike, ne eyb e. [3693 qaso_sesev] Di destê me de gelek delîl hene ku bi van delîlan em ê bikaribin Circîskê serşûtik û hevalên wî di qereqolan de bi lêdanê bikin kûçik lawê hezar kûçikî. [3694 qaso_sesev] Hûn çima gilîkirinê eyb dibînin? [3695 qaso_sesev] Eger gava bi muxbiriyê mirov wê bikaribe dijminê xwe birîn bike û ji vê yekê reviya muxbiriya wî ne kir, navê vê dibe tirsonekî. [3696 qaso_sesev] Di berberiyê de eyb û fedî tune ye. [3697 qaso_sesev] Tu di dijminê xwe de çi bikî şeref e. [3698 qaso_sesev] Dijminayî bêminetî ye...« [3699 qaso_sesev] Zibêr devê xwe tije kir ku bibêje, »Mirov gerek heta bi çîçika dijminê xwe jî bikuje!« Lê Sêdiq bi hêrs destê xwe hejand: [3700 qaso_sesev] »Wî kurmancê ku gotiye, ‘Dijminayî bêminetî ye!’ bêşeref e! [3701 qaso_sesev] Bi bêşerefiyê mirov bi şeref nabe; bêşerefî navê xwe her dîsa bêşerefî ye. [3702 qaso_sesev] Bi bafîka ku mirov dijminê xwe qels bixîne, mirov nabe muxbirçiyê eskerên quncilik. [3703 qaso_sesev] Wilehî xweş bazar e: Ji aliyekî de li meydana şer bi mêranî dijminê xwe bigevizîne û ji aliyekî de jî bibe muxbirçî ha! [3704 qaso_sesev] Wilo şeref nabe...« [3705 qaso_sesev] Berî ku Hemo bersiva wî bide, Miho rabû ser kabokan, hêl da xwe ku ber bi Sadiq de bê. [3706 qaso_sesev] Ji bîr kiribû ku bêrîkên wî ên qapût tije birinc bû. [3707 qaso_sesev] Çawa hat, ji bêrîkan birinc bi nav şeqên wî de rijiya. [3708 qaso_sesev] Baş bû ku di tenişt Zibêr de rûniştîbû. [3709 qaso_sesev] Zibêr birinc ferq kir. [3710 qaso_sesev] Hişk bi çepilê wî girt. [3711 qaso_sesev] »Bisekine! [3712 qaso_sesev] Xwedê ji te raziyo ma tu nabînî ku apê Heso diaxive, weh!« [3713 qaso_sesev] Herkes ji aliyê xwe de bi dengê bilind ji aş û baş diaxivî. [3714 qaso_sesev] Kesî rê ne dida kesî. [3715 qaso_sesev] Kê çi digot ê din nizanîbû ew çi dibêje. [3716 qaso_sesev] Mezinahiya Heso hatibû jibîrkirin. [3717 qaso_sesev] Ji bilî Hûto mîna dîkên elokan herkesî xwe dabû pêş û gotinên ji xwe mezintir dikirin. [3718 qaso_sesev] Ji van gotinên xwe jî pirole zewq distendin. [3719 qaso_sesev] Bêwestan çixare ji çixarê pêdixistin. [3720 qaso_sesev] Hindurê odê ji dixana çixara wan tarî bûbû. [3721 qaso_sesev] Pace hemû girtîbûn lê derî vekirîbû. [3722 qaso_sesev] Ew jî ne ji ber dixanê, ji ber ku ji aliyê malê her kêlî çayê ji wan re dihat. [3723 qaso_sesev] Dixanê mîna konekî reş î bêsitûn xwe dabû jora wan, bin zikê xênî ji dixanê diyar ne dikir. [3724 qaso_sesev] Dema mirov ji der dihate hindur mîna ku mirov xwe bide ser bayê qulika qedemgehê, hilmeke pîs dida pozê mirov. [3725 qaso_sesev] Hemû ji destê goşt û tirşika fasûliyan kewişî bûn. [3726 qaso_sesev] Gelekan ji wan zêde zêde xawribû; zik li wan nepixîbû û ha ha fis dikirin. [3727 qaso_sesev] Destê wan ji axavtinê ne dibû ku çar, pênc deqîqeyan xwe dûrî civatê bigirin û destavekê bikin. [3728 qaso_sesev] »Sadiq, lawê min tu her tim bi haweyê mêranî li meseleyan dinerî. [3729 qaso_sesev] Hinekî jî bi konebazî bifikire. [3730 qaso_sesev] Berberiya bêdek û dolab xwedîkuj e. [3731 qaso_sesev] Mirov wê him pêxember be û him jî berberiyê bike, wilo nabe. [3732 qaso_sesev] Berberî dîn û ûjdên nas nake. [3733 qaso_sesev] Di berberiyê de mirov li heq û hiqûq nagere, hertiştî dide nav lingan û pê lê dikê.« [3734 qaso_sesev] Sêdiq, mîna ku apê wî bi van gotinên xwe qebheteke mezin kiribe, ziq li Heso dinerî. [3735 qaso_sesev] Li ser hevdu hilm li çixara xwe xistin. [3736 qaso_sesev] Agirê çixarê giha tiliyan, çixare bi lez avêt hindama derî. [3737 qaso_sesev] Qutiya xwe a tûtinê bi hêlekê de û çeqmaq bi hêlekê de avêt. [3738 qaso_sesev] Keserek veda û bi xem got: [3739 qaso_sesev] »Yanî apo tu dibêjî mirov bi bafîka ku dijminê xwe bide girtin, li ba sawcî û hakiman dikare derewan bike, telaqê xwe biavêje û destê xwe li Quranê xîne ha!« [3740 qaso_sesev] »Erê erê. [3741 qaso_sesev] Ma îcar çi xem e qey lawê min.« [3742 qaso_sesev] Bi haweyekî pirecêb: [3743 qaso_sesev] »Batil batil, haho! [3744 qaso_sesev] Ma ne qaşo em misilman in. [3745 qaso_sesev] Mirovê misilman çima kirî bi derewan destê xwe li Quranê xîne; li ser navê Xwedê sund bixwe û telaqê xwe biavêje!« [3746 qaso_sesev] Heso mîna ku henekê xwe pê bike, beşişî û serê xwe hejand: [3747 qaso_sesev] »Kuro misilmanî ji xwe ev e. [3748 qaso_sesev] Wey xwelî li serê te be, bi jin û zarok e û hîn jî misilmanî nas ne kiriye. [3749 qaso_sesev] Pêxember sellellahûwessellem di Qurana xwe de gotiye, xwîn bi xwînê. [3750 qaso_sesev] Mirovê ku zilm li te kir, tu jî zilmê lê bike, ne guneh e. [3751 qaso_sesev] Mirovê ku li ba çawîş û mawîş û hakim û makiman bi derewan bextê xwe avêt, bi Quran û telaqê jinberdanê sûnd xwar, tu jî tam wek wî bike, ne guneh e. [3752 qaso_sesev] Ev gotinên pêxemberê me ne, sellellahû eleyhî wesellem. [3753 qaso_sesev] Qe em ji pêxember ne mezintir in. [3754 qaso_sesev] Em ebdên wî ne. [3755 qaso_sesev] Em mecbûr in bi a wî bikin...« [3756 qaso_sesev] Zibêr piştî ku dît Heso jî wek wî li def û zirnê dixîne û Sêdiq neheq dike, bi aqilê Sadiq keniya û xwe nepixand. [3757 qaso_sesev] Ne hişt ku Heso peyva xwe biqedîne, eniya xwe xurand û serê xwe wek ê jojî bi wê navê de dirêj kir. [3758 qaso_sesev] »Hûn hîn naşî ne. [3759 qaso_sesev] Temenê me di berberiyê de çû. [3760 qaso_sesev] Me ev porê xwe li ber dar û deviyan sipî ne kiriye, birako. [3761 qaso_sesev] Berberî li ser esasê fen û fûtan dimeşe. [3762 qaso_sesev] Dinya bi xwe, wilo ava bûye. [3763 qaso_sesev] Tacirê gava nizanibe derewan bike, nikare bibe tacir. [3764 qaso_sesev] Di berberiyê de telaqreşî û bêbextî şertê herî mezin e. [3765 qaso_sesev] Çimkî berberî siyaset e. [3766 qaso_sesev] Û siyaset jî vîlikgerî ye. [3767 qaso_sesev] Heft, heyşt seetên me çêbûn ku bi devjengê me daye ber hev û em çêlî tiştên beredayî dikin. [3768 qaso_sesev] Ev çi aqil e! [3769 qaso_sesev] Pêşiyan bi derewan ne gotine, ‘Ê ku ku...a kera te, divê tu jî biku...î çêleka wî, da qatix li ber biherime û nema bikaribe şîr û mastê wê bixwe!’ Hişê xwe qenc werînin serê xwe, rabin da em biçin gilî. [3770 qaso_sesev] Eger em neçin gilî û xwe ji insafa şeref û namûsa ku Sadiq efendî neh, deh seete serê me pê mijûl kiriye re berdin, Circîsê qûnreş wê biçe gilî. [3771 qaso_sesev] Circîsko mirovek ji me bi demaçê birîn kiriye; ev firseteke bi şîr û şekir e ji bo me. [3772 qaso_sesev] Pêşiyên me dibêjin ku...« [3773 qaso_sesev] Xwest bibêje, »Cihê ku destê te herêyê lingên xwe jî têxêyê«, lê Sadiq peyva wî birî. [3774 qaso_sesev] Destê xwe avêt bêrîka xwe sed wereqe derxist û li ber rûnişt: [3775 qaso_sesev] »Ma van pêşiyên me qe hîç gotineke baş ne gotiye, çi qewimî yasitar! [3776 qaso_sesev] Te pêşiyên kurmancan hemû rezîl kirin. [3777 qaso_sesev] Bi tenê hema gotinekê bi qencî ji devê wan bextreşan bibêje, eger min ev sed wereqe neda te, bila ez lawê berêz bim!« [3778 qaso_sesev] Zibêr keniya û li pereyan nerî. [3779 qaso_sesev] Devê wî bihustekê ji ser hev çû. [3780 qaso_sesev] Diranên wî ên pêşî, mû ji ên keroşkê bernedabûn. [3781 qaso_sesev] Hewl da xwe ku gotineke baş bibêje, Kenêr awir tê firand. [3782 qaso_sesev] Wî pala xwe da dîwêr û dîsa li Kenêr nerî. [3783 qaso_sesev] Lê Kenêr jî awir hîn dijwartir kir. [3784 qaso_sesev] »Hi, i, erê lo, pêşiyên me tiştekî baş ne kirine heta ku gotinên wan jî baş bin. [3785 qaso_sesev] Na na, pêşiyên me gotinên xerab ne gotine ku tu xwe ewqasî zivêr dikî Sadiq! [3786 qaso_sesev] Gotinên wan hemû ji Quranê ne yanî« û herdu destên xwe dirêjî paşila xwe kirin. [3787 qaso_sesev] Paşil dixuriya. [3788 qaso_sesev] Goştê ku xistibû paşilê bi ser tazî de berdabû. [3789 qaso_sesev] Goşt ji germa canê wî mixmixî û mizeloqî bûbû. [3790 qaso_sesev] Dohn xwe bi nav pirçê de berdabû, pirç û goşt mîna rês li hev pêçabû. [3791 qaso_sesev] Sipî bi bêhna tewêş har û degel bûbûn. [3792 qaso_sesev] Xwe ji ber kevîkên dirûnê bi ser lêş de berdabûn û bi lez digeriyan. [3793 qaso_sesev] Canê wî bi dijwarî gez dikirin. [3794 qaso_sesev] Herwiha xwe dixurand û di cihê xwe de bêwestan diqeliqî. [3795 qaso_sesev] Di dawiyê de xwe ne girt. [3796 qaso_sesev] »De ka ji kerema xwe re hinekî raweste Sadiq, ez ê herim avekê birjînim û dûv re bêm tiştekî ji te re bibêjim« û bi lez ji odê derket. [3797 qaso_sesev] »Heso ez jî dibêjim me ne baş kir. [3798 qaso_sesev] Gerek me gilî kiriba. [3799 qaso_sesev] Di vir de kêmaniya me a herî mezin ku ji sibeha Xwedê de heta niha, çima em bi xwe şiyar ne bûne û herwilo em pûç û vala peyivîne.« [3800 qaso_sesev] »Tu çi dibêjî Xelef? [3801 qaso_sesev] Em çima pûç û vala peyivîne?« [3802 qaso_sesev] Xelef bêî ku li tiştekî binere, qasekî çavên xwe kutkutandin û bi mijankên xwe lîst. [3803 qaso_sesev] Palika çavê wî ê çepê dixuriya. [3804 qaso_sesev] Lê wî eniya xwe xurand. [3805 qaso_sesev] »Ma ne çima! [3806 qaso_sesev] Me du tiştên ku bi temamî ji hev cihê bûn têkilhev kirine û em li ser peyivîne. [3807 qaso_sesev] Gilîkirin tiştek e û muxbirî tiştek e. [3808 qaso_sesev] Bi giliyê ku em di neyarê xwe de bikin, em nabin muxbirçî. [3809 qaso_sesev] Em ê di tiving û demaçên wan hilnedin, lê em ê bibêjin ku bi sîlehan êrîşî ser me kirine. [3810 qaso_sesev] Gelî civatê ma ne wek min e, hûn bi qedirê Xwedê kin lo? [3811 qaso_sesev] Ma we ev fikira min çawa dît?« [3812 qaso_sesev] Heso çavên xwe li ser civatê gerandin. [3813 qaso_sesev] Civat di bin simbêlan re bi gotina Xelef dikeniya. [3814 qaso_sesev] Herkesî dixwest bi qerefekê wî bibersivîne. [3815 qaso_sesev] Lê ji ber ku ew jî bi qasî Heso yextiyar bû, newêrîbûn. [3816 qaso_sesev] Çavên hemiyan li ser Sêdiq bû ku ew hema devê xwe veke, pirqînî li wan keve û serbest bikaribin bikenin. [3817 qaso_sesev] Sadiq devê xwe tije kir ku bibêje, »Heft çîrokên hirçê hebûn û herheft jî li ser dareke hirmiyan bû...« Heso berî wî, bi qahr got: [3818 qaso_sesev] »Heh, bê çi aqilmendekî mezin e! [3819 qaso_sesev] Aqilê wî pola dibire pola!« û li Hemo nerî. [3820 qaso_sesev] »Ma tu çi dibêjî yabo qurbano? [3821 qaso_sesev] Aqil ji aqilan çêtir heye. [3822 qaso_sesev] Em hemû îro xurifî ne, kesek ji me tiştekî ji tiştekî dernaxîne. [3823 qaso_sesev] Wilehilezîm çiftî ji ber me tê. [3824 qaso_sesev] Xezebek li pêşiya vî gundî heye bê bêlome be! [3825 qaso_sesev] Îcar hema Xwedê bike ev xezeb li mala Circîsko biqelibe!« Destê xwe ber bi Xelef de vekir û gotina xwe domand: [3826 qaso_sesev] »Mêro qaşo aqil dide me, hi. [3827 qaso_sesev] Em ê gilî bikin û bibêjin ku wan him sîleh berdane me û him jî sîlehên wan tune ne. [3828 qaso_sesev] Felekê neheqî li te kiriye ku tu ne kiriyî siltanê welêt. [3829 qaso_sesev] Hemo, de ka li tûrikê xwe binere, belkî tiştekî xêrê tê de hebe. [3830 qaso_sesev] Serê min nema çerx dike, we ez tê de teqinandim...« [3831 qaso_sesev] Di vê hingamê de xortek ket derî. [3832 qaso_sesev] Lawê Zibêr bû. [3833 qaso_sesev] »Apê Şeytan, mîha we şevder maye. [3834 qaso_sesev] Jinapa min Kejê got ku bila here lê bigere.« [3835 qaso_sesev] Da xwe ku rabe, Heso ne hişt. [3836 qaso_sesev] Ji qazî ve rabû ser xwe, kengî diçû. [3837 qaso_sesev] Destê wî ji fesadiyê ne dibû. [3838 qaso_sesev] Ji bo wî fesadî, ji liqûmên Diyarbekirê jî xweştir bû. [3839 qaso_sesev] Jina wî bi malê xwe dizanîbû ku ew ê neyê. [3840 qaso_sesev] Pênc deqîqe ne ketin wê navê, ew bi xwe hat. [3841 qaso_sesev] »Kuro, rîha te di vê fesadiyê de sipî bû, bes e bes! [3842 qaso_sesev] Zaroyên zaroyên te çêbûn, hey Xwedê ezman bi ser de xisto! [3843 qaso_sesev] Şeytan bû te zoriya wî jî bir! [3844 qaso_sesev] Erê tu doza çi li ometa Mihemed dikî, hey gura pezkuşto! [3845 qaso_sesev] Sê mîhên me hene; yek virikî bûye, yek bi zerdikê ketiye, yek şevder maye û tu jî li vê derê agir dipijiqînî melayiketan!..« [3846 qaso_sesev] Kejê pîrekeke dirêj, dagirtî, esmer û xwînşêrîn bû. [3847 qaso_sesev] Wek Sarê henekçî û limêjkir jî bû. [3848 qaso_sesev] Ji çîmê xwe ê çepê dikuliya. [3849 qaso_sesev] Çîm bawî bûbû. [3850 qaso_sesev] Di mehên bihar û havînê de salê neh, deh caran diçû ziyareta Girnewas. [3851 qaso_sesev] Li ser gir şevekê, du şevan radiza û due dikirin. [3852 qaso_sesev] Lê mixabin her ku bi wir de diçû, çîmê wê hîn xerabtir dibû. [3853 qaso_sesev] Gundiyan qerfên xwe pê dikirin: [3854 qaso_sesev] »Pîra Kejê, eger tu ne jina apê me Şeytên ba, wê xalê me Girnewas tu di deqîqeyekê de rehet kiriba. [3855 qaso_sesev] Ew mîrê cina ye û ê me jî serekê temamê melaka ye. [3856 qaso_sesev] Mêrik ji Şeytên newêre destê xwe dirêjî te bike. [3857 qaso_sesev] Mahra wî ji ser xwe rake, tu ê bibînî bê wê xalê me Girnewas çawa devê xwe têxe birîna çîmê te...« [3858 qaso_sesev] Ew jî dikeniya: [3859 qaso_sesev] »Yabo eger mesele ev be, hema em ê şevekê bibin jina mîrê cinan jî, ma wê çi bibe qey. [3860 qaso_sesev] Şeytanê we, bi qasî fesadiya xwe ji min hez dike... Îcar şeva ku min xwe xist bin mîr û mîr jî bazda ser min, bila ew jî bifire ezmên û bi melayiketan re şer bike...« [3861 qaso_sesev] Pênc law û sê qîzên wê hebûn. [3862 qaso_sesev] Sê lawên wê mû ji bavê xwe bernedabûn. [3863 qaso_sesev] Pîrê li xwe dixist, digiriya û digot »Bavê we şeytan û hûn jî sê şeytan, ev dinya wê çawa bikaribe barê we hilgire! [3864 qaso_sesev] Xwedê ometa Mihemed ji we bisitirîne!..« nifir li wan dikir û berzûrî Xwedê dibû. [3865 qaso_sesev] »Keçê Pîrê te ez hetikandim, temam bimeşe ez va hatim!« û bi rastî vê carê rabû ser xwe. [3866 qaso_sesev] Heso ruyê xwe tirş kir: [3867 qaso_sesev] »Bibêje û dûv re here!« [3868 qaso_sesev] Kenêr li ser pêyan got: [3869 qaso_sesev] »Ji serî de ez hevalê gilî bûm. [3870 qaso_sesev] Û min ji te re got. [3871 qaso_sesev] Te xwe ji bîr kir û min jî newêrîbû deng bikira. [3872 qaso_sesev] Bûye şev, ez ê ji niha pê ve çi bibêjim? [3873 qaso_sesev] Ez bawer nakim ku himberên me jî wek me bêaqil fikirîbin« û meşiya. [3874 qaso_sesev] Heso fêm kir bê Kenêr çi got. [3875 qaso_sesev] Ji cihê xwe çeng bû: [3876 qaso_sesev] »Bi telaqê jinberdanê Circîsko em xapandin! [3877 qaso_sesev] Tu rast dibêjî. [3878 qaso_sesev] Wî bîr bir û me bîr nebir, wax li vê ecêbê! [3879 qaso_sesev] Gava bi roj xwe ji gund berdabûya, me ê bizanîbûya ku diçe gilî. [3880 qaso_sesev] Yarê gonê xwe li bendî şevê hişt. [3881 qaso_sesev] Bi şêxê li erdê Bexdayê niha li ba mêrik di temenêde ye. [3882 qaso_sesev] Ez zilamê xwe nas dikim bê, çi dol e.« [3883 qaso_sesev] Dîsa civatê baş fêm ne kir ku Kenêr çi gotiye. [3884 qaso_sesev] Miho xwe ne girt: [3885 qaso_sesev] »Apê Heso, ma apê Şeytan ji te re çi got?« [3886 qaso_sesev] »Got ku Circîs niha li qereqolê ye û giliyê me dike. [3887 qaso_sesev] Û em jî ji hev re çîrokan dibêjin...« [3888 qaso_sesev] Zibêr bi hinc destê xwe li kulêv xist, toz bi ser çavên wî de bilind bû. [3889 qaso_sesev] »Pêşiyên me bi derewan ne gotine,’bêhna fireh ji qelsayê tê!’ Ji bo gilîkirinê mû bi serê zimanê me ve şîn hat, lê te bi a me ne kir, apê mino. [3890 qaso_sesev] Bi rastî ez îro tiştekî ji te fêm nakim, tu pir bêhnfireh xuya yî. [3891 qaso_sesev] Ma qey tu me qels dibînî?« [3892 qaso_sesev] Destê xwe ber bi Hûto û Luqmên de vekir û peyv domand: [3893 qaso_sesev] »Hindur ji dêwan dagirtiye. [3894 qaso_sesev] Mîna dêwên me çend dêw di malbata hûran de hene gelo ku tu van teyran li me çêdikî? [3895 qaso_sesev] Dev ji taswasê berde. [3896 qaso_sesev] Tu ji çi ditirsî malneketo?..« [3897 qaso_sesev] Vê carê jî rabû ser xwe, ber bi deriyê odê de meşiya û destê xwe hejand: [3898 qaso_sesev] »Bi tenê hema bibêje ‘erê’, emir bike û te jê tune be! [3899 qaso_sesev] Bi telaq ez ê rahijim devziravê û ketûber li hemiyan bireşînim! [3900 qaso_sesev] Ez ê bikujim û bikujim heta ku tenterûs sax ji wan nemîne!..« [3901 qaso_sesev] Hemo bi Zibêr ve rabû û bi çepilê wî girt. [3902 qaso_sesev] »De ka were rûne Xwedê ji te razî. [3903 qaso_sesev] Tu gelekî kelgerm î. [3904 qaso_sesev] Bavo mirov karan dike, lê ne bi temtêla te...« [3905 qaso_sesev] Zibêr rûnişt. [3906 qaso_sesev] Minêkarbû rûne. [3907 qaso_sesev] Ji bilî Hemo, kesî ew cidî ne girt. [3908 qaso_sesev] Civatê pê dizanîbû ku zirçonekî zilaman e. [3909 qaso_sesev] Dîwarê ku bi gotinan lê kiribû ji dûr ve delal diyar dikir, lê qelşên dîwaran fireh berdabûn, da ku di van qelşan re bi hêsanî bikariba ferşik berdana. [3910 qaso_sesev] Ji aliyekî de hewl dida kevirên bijarte ku dîwar sipehî xuya bike û ji aliyekî de jî bi cebleke şilek dîwar diseyand. [3911 qaso_sesev] Eger Hemo ew nedaba rûniştandin, ew ê dîsa jî rûnişta. [3912 qaso_sesev] Di derî re berdayê ew ê di şibakê re bihata. [3913 qaso_sesev] Eger ode bêderî û şibakebana, miheqeq dê dîsa jî rêyek ji xwe re dîtiba. [3914 qaso_sesev] Heraqê fesadiyê bû. [3915 qaso_sesev] Çêvên wî ên zerdoqî di nava serî de dilîstin. [3916 qaso_sesev] Bi hesabê avrijandinê goşt di nav keviran de veşartibû û karê xwe tebût kiribû. [3917 qaso_sesev] Sipiyên berî niha ew nema gez dikirin. [3918 qaso_sesev] Tu sebeb jê re tune bû ku rûnenişta. [3919 qaso_sesev] Xelef ji nişkê ve destê xwe bilind kir: [3920 qaso_sesev] »Ji sibehê de ez li civatê guhdar dikim. [3921 qaso_sesev] Di vê civatê de ê ku herî hindik peyiviye yek jê ez im. [3922 qaso_sesev] Bi rastî, Zibêr mirovekî berberçî ye û ji berberiyê jî baş fêm dike. [3923 qaso_sesev] Gerek ji serî de me bi a wî kiriba.« [3924 qaso_sesev] Zibêr pala xwe tam da dîwêr û destê xwe hejand: [3925 qaso_sesev] »Erê, pêşiyên me bi derewan ne gotine, ‘Eger aqilê qûnê heba, wê tir ne kiriba.’ Em bêaqil in« û li Sêdiq nerî. [3926 qaso_sesev] Gotina wî li hesabê Miho hat. [3927 qaso_sesev] »Wey devê te tije şekir be Zibêr lo, tu pir xweş dibêjî! [3928 qaso_sesev] Bi serê bavê xwe kim îşev tu tam dihilînî ha! [3929 qaso_sesev] Lawo tu wek aliman dipeyivî.« [3930 qaso_sesev] Sadiq bi xwe ne xweş anî. [3931 qaso_sesev] Bi dengekî pêt got: [3932 qaso_sesev] Miho, tu çi wek wan dîkên ku ji pevçûnê direvin bin kirasê pîrekan û di bin kirês de dixutxutînin, te xwe xistiyê berpala Nûrî! [3933 qaso_sesev] Rabe li qûn rûne û bipeyive ku em hinekî aqil ji te bigirin. [3934 qaso_sesev] Civat hewcedarê şîretên te ye« û berê xwe da Hûto: [3935 qaso_sesev] »Ma ne wilo ye Hûto?« [3936 qaso_sesev] Berî ku Hûto wî bibersivîne, bi lez li seeta xwe nerî. [3937 qaso_sesev] Lingê xwe ê rastê bi şid li erdê xist û bi qahr got: [3938 qaso_sesev] »Hoooweh li vê ecêbê, ji destê Circîsko, em ji sitiranên pişka kurdî jî man! [3939 qaso_sesev] Îşev wê Meyremxanê sitiraba...« [3940 qaso_sesev] Hûto li hindama derî neh, deh şekal li hev kom kiribûn, li ser wan rûniştibû û nenûkên xwe dikoja. [3941 qaso_sesev] Mîna ku di civatê de ne rûniştîbe, xwe bi xwe geh dikeniya û geh jî bi Sarê re li ser kavirê ku ser jê kiribû diaxivî. [3942 qaso_sesev] »Te got çi Sadiq?« [3943 qaso_sesev] »Miho dibêje ku Zibêr dişibe şêx û melan, ma rast e?« [3944 qaso_sesev] »Na ne rast e, Zibêr dişibe goşt û Miho jî dişibe tirşikê.« [3945 qaso_sesev] Civat hemû keniya û heryekî tiştek got. [3946 qaso_sesev] Sadiq bi serê bêvila xwe peyivî: [3947 qaso_sesev] »Zibêr û Miho, kuro hayê we ji we hebe, wileh ev zilam îşev dikare we bixwe...« Ew hîn wilo diaxivî, jina Hûto bi teşteke girar ket hindur. [3948 qaso_sesev] »Hûto, min ji te re girar, hêkên qelandî û kîsikek şekirê hûr ê çayê aniye« [3949 qaso_sesev] Hûto bêhnçikyayî pê ve rabû û teşt ji destê wê girt. [3950 qaso_sesev] Piştî ku got: [3951 qaso_sesev] »Keçê Hitê eferim lê!« xwe dada hêkan û bi yektûşê re hêk dabelihandin. [3952 qaso_sesev] Hitê, deh hêk qursikî qelandibûn û li ser girarê kiribûn. [3953 qaso_sesev] Girar bi hêkan nixumandibû. [3954 qaso_sesev] Hûto piştî ku hêk hemû xwarin û kîsikê şekir vala kir nav satila avê, devliken peyivî: [3955 qaso_sesev] »Keçê girara xwe bibe û zû here malê!« û nehişî kişiya ser avê. [3956 qaso_sesev] Civat ji ken li piştê rast bûbû. [3957 qaso_sesev] Lê herçi Hûto bû ji xwe hîç ne xema wî bû. [3958 qaso_sesev] Wî bi keft û lepta xwe ji civatê û civatê jî ji wî zewq distend. [3959 qaso_sesev] Li gor civatê, ew mirovekî dahbe bû. [3960 qaso_sesev] Lê li gor wî îcar, him benda pizûran û him jî penda hûran herdu jî zir ehmeq bûn. [3961 qaso_sesev] Wî bi haweyekî din li jiyanê temaşe dikir û digot: [3962 qaso_sesev] »Jiyan jin e, xwarin e, ger e, nêçîr û lîstika bi kûçikan re ye. [3963 qaso_sesev] Axx! [3964 qaso_sesev] Ma ku nozdeh jinên min ên wek nozdeh dîwaran wilo bi qelafet hebana û bi zikê têr her şev min bazda ser yekê wê çi bûba qey! [3965 qaso_sesev] Kuro ev Xwedê jî bi rastî mirovekî pir ecêb e lo, ez bi qasî girekî mezin û Hitikê jî bi qasî kizinekê hûr xuliqandiye! [3966 qaso_sesev] Îcar Xwedêko, tew bi ser halan de ew kizin xistiye bin vî zir girê ha jî! [3967 qaso_sesev] Hûn bi qedirê xwedê kin, ma niha ev jî ûjdan e hi!..« [3968 qaso_sesev] Seet bûbû dehê şevê. [3969 qaso_sesev] Û şevbihêrk hîn jî belav ne bûbû. [3970 qaso_sesev] Ji bilî rojên pevçûnan, şevbihêrk bi giştî seet li dor nehan belav dibû. [3971 qaso_sesev] Zoravî zû radiketin û zû jî radibûn. [3972 qaso_sesev] Di rastiya xwe de xelkê herêmê hemû jî mîna zoraviyan zû radiketin. [3973 qaso_sesev] Pizûriyan bi destpêka komcivîna xwe re, pêşî, tibabekî dirêj bi devjengê li hev sor kirin. [3974 qaso_sesev] Devjenga wan jî pir tirovirî bû. [3975 qaso_sesev] Heryekî bi gerevêre ji xwe re tiştek digot. [3976 qaso_sesev] Kesî li kesî guhdar ne dikir. [3977 qaso_sesev] Dûv re bêî ku bi xwe bizanibin hêdî hêdî bêhemd, devjeng serguherî mêr û mêraniyê kirin. [3978 qaso_sesev] Xwe wek teyrên baz, dijminên xwe wek mirîşkan dîtin û di wan re firiyan. [3979 qaso_sesev] Teyran kirin şîqe şîq, bi hewa de gur dan xwe û mirîşk ber bi koxik û kadînan de ajotin. [3980 qaso_sesev] Ne xew û westan, ne dîn û ûjdan û ne jî xwedê û pêxemberê ku jê re îbadet dikirin di bîra kesekî de dihat. [3981 qaso_sesev] Herkesî dixwest her tim dora axavtinê a wî be, ji wî pê ve kesek neaxive û ew jî herwiha postê dijminê xwe tije pûş bike û dûv re jî agir berdêyê. [3982 qaso_sesev] Qirêja binê zemanan bi ser mejiyê hev de berdidan û bi kîn hevdu radikirin serserê silûmên çiyayan; wek şêr û pilingan xwe dadidan hev û ber bi newalên bêbinî de digindirîn. [3983 qaso_sesev] Keleman canê wan qul dikir xwîn dipijiqî. [3984 qaso_sesev] Lê ne bi êşa canê xwe agahar dibûn û ne jî ew xwîna gevez didîtin. [3985 qaso_sesev] Rehê mêraniyê di eniya wan de bel bûbûn, agir ji devê wan diçû. [3986 qaso_sesev] Hemû jî heraqên berberiyê bûn. [3987 qaso_sesev] Ji fesadiyê, gotinên genî û zirtekiyê heşkere zewq distendin. [3988 qaso_sesev] Ji xêrê gotinek ji devê kesî dernediket. [3989 qaso_sesev] Soba odê bi qasî şikerekê mezin bû, êzing li ber bûn û zivistan bû. [3990 qaso_sesev] Lê wan ew zir soba ha ne didît heta ku agirekî ji xwe re bikin. [3991 qaso_sesev] »Ê ne dîtin û gotin nabe wek hev, ê ne we nedît bê min çi kambaxî bi Feremezko de anî! [3992 qaso_sesev] Min tam ew di qorziya xênî de zeft kiribû, min serê wî xistibû nav şeqên xwe û kulm li ser kulmê li qerpika devê wî dixist. [3993 qaso_sesev] Ji ber kulmên min digiriya. [3994 qaso_sesev] Lawê tirekê xwe diavêt bextê min, hi.« [3995 qaso_sesev] Casimê ku darek ji çena xwe xwaribû û çena wî wek qoqekî ta werimî bû, ji dera ha rabû ser kaban. [3996 qaso_sesev] »Apê Sufyan hema te bext dabayê wê çi bûba qey. [3997 qaso_sesev] Mêrê ku teslîm bû mirov lênaxe.« [3998 qaso_sesev] »Hûn hîn zarok in, tahma şîr ji devê we tê. [3999 qaso_sesev] Çi dibêjin pêşiyên me? [4000 qaso_sesev] ‘Ku te girt bernede û ku te berda jî bi dû nekeve.’ Min ew girtibû carekê. [4001 qaso_sesev] Ma çêdibû ku min hitka wî daneda û ew wilo qûnziwa berda ha!« [4002 qaso_sesev] Heso mîna ku ji dil bikene, kenekî beloq kir. [4003 qaso_sesev] »Ebû Sufyan vê carê ne bû, te ev gotina pêşiyan çewt tefsîr kir...« [4004 qaso_sesev] Sadiq ne dipeyivî. [4005 qaso_sesev] Xewa wî dihat. [4006 qaso_sesev] Serê wî jî şikestibû. [4007 qaso_sesev] Di vê navberê de jî Hemo bêî ku bala civatê bikişîne ser xwe, pişta situyê xwe bi hêdî hêdî difirkand. [4008 qaso_sesev] Ridwên debûz avêtibû serê wî, lê li pişta sitû ketibû. [4009 qaso_sesev] Damarên situyê wî li hev geriya bûn sitû nepişî bû, bi zor li çep û rastê xwe dinerî. [4010 qaso_sesev] Ji bo ku kesek vî aliyê wî ferq neke, pir zor dida xwe heta ku situyê xwe dizîvirand. [4011 qaso_sesev] Di dawiyê de xwe ne girt, ne hişt ku Heso peyva xwe biqedîne. [4012 qaso_sesev] »Dema ku min demaçe ji qewlik kişand, Circîsko ev lepta min dît û bi yekbêhnê bazda hindur. [4013 qaso_sesev] Yarê gonê fêm kiribû ku ez ê wî bikujim. [4014 qaso_sesev] Bi rastî min ji dil du fîşek li ser kirin, lê bêbavo ji gulên demaçê xurtir diçû...« [4015 qaso_sesev] Xelefê ku bi derba destîbivirê Sebrî li erdê veziliyabû û ji kulîmeka xwe a çepê wek kamyonên Anter vêl diçû, dest pê kir: [4016 qaso_sesev] »Xwezîka ji xêra mala Xwedê re we dîtiba û hew! [4017 qaso_sesev] Min kevirekî yeklepî li termaza Sebrîko xist. [4018 qaso_sesev] Lawê yadika xwe di bin derba kevirê min de mîna rewtekî tewiya û dawiyê jî xwe li ser lingan ne girt û li erdê veziliya. [4019 qaso_sesev] Lêbelê ew di wê rewşê de û min kevirekî din jî pê ve zeliqand. [4020 qaso_sesev] Nema deng jê hat. [4021 qaso_sesev] Eger miribe baş e û eger ne miribe ji xwe segbavo tu carî nema dimire...« [4022 qaso_sesev] Xelef dixwest lingên xwe bi lingên mêrxasên civatê re rada. [4023 qaso_sesev] Lê heq jê dernediket. [4024 qaso_sesev] Nizanîbû ku derew bi xwe hinereke, herkes nikare derewan bike. [4025 qaso_sesev] Civat bi derewên xwe dihisand û xwe li keleman diqeliband. [4026 qaso_sesev] Sebrî mirovekî sih salî û ew jî şêstsalî bû. [4027 qaso_sesev] Di tayê wî de Necîm hebû. [4028 qaso_sesev] Eger derewên xwe di biwara Necîm de bigotana, belkî civatê jê bawer bikira û di bin simbêlan re ewqasî pê ne keniyaba. [4029 qaso_sesev] »Bi rastî heta niha min nizanîbû ku Luqman di pevçûnê de ewqasî jêhatî bû. [4030 qaso_sesev] Min bi çavên serê xwe ew dît. [4031 qaso_sesev] Kevirên wî fût ne diçûn, yekederb hûrî li erdê vedizilandin. [4032 qaso_sesev] Eger zaroyên Circîsko dest neavêtina demaçan, bi telaq Luqmên wê yek ji wan sax bernedaba! [4033 qaso_sesev] Bala min kişand, nizanim hûn jî bi wî dengî hisiyan gelo? [4034 qaso_sesev] Dema ku Luqman kevir li serê Haco xist, dengê reqîniya kevirê wî di felekan re derket! [4035 qaso_sesev] Ecêbnedîno qahfûrê serê insên çiqasî qewîn e, wey bavo!« [4036 qaso_sesev] Luqmên xwe nepixand û di bersiva ev ê serşikestî de got û got: [4037 qaso_sesev] »Ma ez biraziyê kê me apê Selîm! [4038 qaso_sesev] Te heta niha ez çawa didîtim qey! [4039 qaso_sesev] Bila Hesûk duekarê wê dayika xwe be û hew. [4040 qaso_sesev] Eger ne ji ew a fiqirpîs ba, ma min yek ji wan li ser lingan dihişt, weh!..« [4041 qaso_sesev] Luqman digel wê dengbêjiya xwe a hêja, zirçonekî zilaman jî bû. [4042 qaso_sesev] Carina teyb datanî ber xwe û kaseta Bişarê Çeto, Hemê Gozê û Elîyê Betê datanî ser. [4043 qaso_sesev] Li ber dengê teybê dihat eşqê, ji ser xwe diçû, xwe wek Hemê Gozê didît û bi navtêdanan diqêriya. [4044 qaso_sesev] Carekê ronîvro rahişt tivinga xwe, hilkişiya çiyê. [4045 qaso_sesev] Piştî ku çarhawêrî xwe kozik û çeper danîn, Bişarê Çeto û tabûreke esker di van kozikan de bi cih kir û bi tivingê ji vê kozikê avête kozika din. [4046 qaso_sesev] Ji kozikên vala helbet wê deng ne hatiba. [4047 qaso_sesev] Lê wî rêya wê jî dîtibû. [4048 qaso_sesev] Di vê gava ku wî ev şerê wilo çetîn dikir, ji kozika himber xwe, hişt ku Bişarê Çeto gazî wî bike: [4049 qaso_sesev] »Hemê Gozê tu mêrekî nesêle yî, were rayê...« [4050 qaso_sesev] Di bersiva Bişarê Çeto de xwe bi xwe dîsa wî got: [4051 qaso_sesev] »Ez Hemê me, Hemê Gozê me, kilê çavê Sirmê me...« û êrîşî ser kozika Bişar kir. [4052 qaso_sesev] Li gor sitranê, Hemê Bişar ne kuştibû. [4053 qaso_sesev] Lê wî di kozikê de Bişar dabû ber xenceran û çend cendekên generalan jî bi ser de qulipandibûn. [4054 qaso_sesev] Carekê jî li ber sitrana şerê Şêx Mahmûd ku Kawîs Axa digot, hate eşqê. [4055 qaso_sesev] Şeveke havînê ye. [4056 qaso_sesev] Zilamên pizûriyan li ser oda Heso rûniştîne û şevbihêrkê dikin. [4057 qaso_sesev] Temo radyoya kurdî vedike. [4058 qaso_sesev] Kawîs Axa distirê. [4059 qaso_sesev] Luqman moca radyoyê heta bi niqra dawî dizîvirîne û herdu guhên xwe bi ser radyoyê de miç dike: [4060 qaso_sesev] »De loyloy, de loylo, şerekî qewimî li çiyayê Kermanşê li derî Wanê. [4061 qaso_sesev] Şêx Mahmûd kekê Şêx Hadî bavê Nezîr... hewara kurd xayino!..« [4062 qaso_sesev] Luqman li sênga xwe xist, »Tubb tubb, xwe bigirin ez têm hewara we ...« û xwe ji ser xênî avêt erdê. [4063 qaso_sesev] Bêî ku rahije tivingê, bi bazdan berê xwe da qereqola hidûd. [4064 qaso_sesev] Heso: [4065 qaso_sesev] »Kuro Hûto bide ser piştê, lawê qahpikê çû çû! [4066 qaso_sesev] Wî zeft bike kuro!..« [4067 qaso_sesev] Sarê jî bi ken: [4068 qaso_sesev] »Heçê wî bigire ez kîrê wî di jina wan kim! [4069 qaso_sesev] Kuro Heso, bihêle bihêle bila here, belkî ruyê vê mentîqa bênamûs li ser destê me sipî bibe. [4070 qaso_sesev] Bihêle bi-la çend qûncilikan bikuje!..« Lê mixabin gava Sarê wilo diaxivî, Hûto ji zû de dabû dû lawê wê û ew zeft jî kiribû. [4071 qaso_sesev] Eger Hûto ji serî de dengê Sarê kiriba, belkî bi dû lawê wê ne ketiba û hertişt wek ku wê dixwest encam daba. [4072 qaso_sesev] Mirovê ku bikarîba Luqman zeft kiriba, di nav temamê gundiyan de tune bû. [4073 qaso_sesev] Luqman dêw bû, lê Hûto jî dêwê heftserî bû. [4074 qaso_sesev] Bi tenê Hûto, heq ji Luqmên derdiket. [4075 qaso_sesev] Civat sist bûbû. [4076 qaso_sesev] Hilma xewê avêtibû ser çavên wan, yek yek diçûn mala xwe. [4077 qaso_sesev] Sîrac, Hûto û Meshûd ji zû de şevbihêrk terk kiribûn û li malê ketibûn xewa şêrîn. [4078 qaso_sesev] Di vê civatê de, ên ku herî hindik peyivîbûn Kerîm û Xelef bûn. [4079 qaso_sesev] »Kerîmo, de ka tu tiştekî bibêje, tu hîç ne peyivî. [4080 qaso_sesev] Tu îro dîsa ne di nav şer de bû...« [4081 qaso_sesev] Miho gotina Sadiq birî. [4082 qaso_sesev] »Belkî dîsa raza bû.« [4083 qaso_sesev] Sadiq: [4084 qaso_sesev] »Ma te ev şerê me ê îro, şevê din di xew de ne dîtibû ku te ji me re ne got, lo? [4085 qaso_sesev] Te me pê agahdar kiriba, me ê haziriya xwe kiriba Xwedê ji te re razî be.« [4086 qaso_sesev] »Min şer ne dît, lê min tiştekî ji şer mezintir dît.« [4087 qaso_sesev] »Xwedê xêr bike, çi bû gidî!« [4088 qaso_sesev] »Min dît ku birûsk li xaniyê Circîs diket, xanî bi ser hemiyan de diherifî û hemû dimirin.« [4089 qaso_sesev] Gotina wî bi temamê civatê xweş hat. [4090 qaso_sesev] Keniyan. [4091 qaso_sesev] Zibêr bi kenê xwe li hemiyan ferq kir û rabû ser kaban: [4092 qaso_sesev] »Lawo ev çi xewneke delal bû! [4093 qaso_sesev] Wey hema Xwedê vê xewna te, hezar carî qebûl bike!..« [4094 qaso_sesev] Kerîm fitneyî ne dikir. [4095 qaso_sesev] Mirovekî xeyalperest û ewqasî jî henûn bû. [4096 qaso_sesev] Heta ku ji destê wî dihat, beşdarî pevçûnan ne dibû. [4097 qaso_sesev] Heyşt salan »ilk okul« xwendibû. [4098 qaso_sesev] Ji rastiya jiyanê bêtir li gor xewnê dimeşiya. [4099 qaso_sesev] Wî navê gelek serokên welatan dizanîbû. [4100 qaso_sesev] Di xewnê de didît û bi ro jî li tiştê ku dîtibû digeriya. [4101 qaso_sesev] Şevekê di xewna xwe de Robert Kennedî dibîne û xwe berdide ser rêya Îpekê ku here Emerîkayê. [4102 qaso_sesev] Kennedî ew dawetî Emerîkayê kiribû. [4103 qaso_sesev] Îcar baş bû ku jina wî zû bi çûna wî dihise. [4104 qaso_sesev] Xeberê dide Heso ku Kerîm li ser rêya Îpekê ye û ew ê bi derinan de here. [4105 qaso_sesev] Heso û Kenêr xwe kar dikin. [4106 qaso_sesev] Kenêr bi dû de diçe Nisêbînê û Heso jî diçe Mêrdînê. [4107 qaso_sesev] Kenêr Kerîm li Cizîra Botan zeft dike û wî vedigerîne malê. [4108 qaso_sesev] Jina Kerîm dev ji karê xwe ê malê berdabû û herwiha bi dû mêrê xwe de digeriya. [4109 qaso_sesev] Carina bêî ku Heso çûba Nisêbînê an Mêrdînê, Kerîm di civatê de jê re digot, »Tu bi xêrhatî Apê Heso, ma li Nisêbînê îro çi hebû?« [4110 qaso_sesev] Civata Heso bêpêjin sekinî û guh da ser hewşê. [4111 qaso_sesev] »Malê malê, jinapa Sarê, de ka werin derî ji min re vekin«, dengê mamostê gund Erol ji pişt deriyê hewşê dihat. [4112 qaso_sesev] Sadiq ji cihê xwe rimekê bilind bû; « Wey kuro ev dengê mahelimê me ye« got û bi bazdan ji odê derket. [4113 qaso_sesev] Sarê ji wahca nava xwe re ne hatibû civatê. [4114 qaso_sesev] Li ser sicada xwe rûniştibû selewat dikişandin û due dikirin. [4115 qaso_sesev] Bi hatina mamoste re xewê ji ser çavê civatê avêt. [4116 qaso_sesev] Herkesî xêrhatin di mamoste da û guhên xwe bi ser de miç kirin. [4117 qaso_sesev] Hemiyan jî dizanîbû ku ev mirovê ha bi armanca xêrxwaziyekê di nav wan de bike, hatiye şevbihêrkê. [4118 qaso_sesev] Ew gelek caran bi vî karê wiha rabûbû. [4119 qaso_sesev] Zibêr ji mereqan hinavên xwe dixwarin. [4120 qaso_sesev] Rabûbû ser kaban û bêsebir li devê mamoste dinerî. [4121 qaso_sesev] »Xwedê xêr bike mahelimê delal, vê nîvşeva ha çi hewal li te qewimiye gelo?« [4122 qaso_sesev] Heso birhûyên xwe hildan û bi haweyê ku erza Zibêr bişikîne, awir tê vedan. [4123 qaso_sesev] »Xwedê ji te raziyo hinekî giran be giran! [4124 qaso_sesev] Bihêle bila mêrik bêhna xwe berde, weh! [4125 qaso_sesev] Qe ne teyr e, bifire. [4126 qaso_sesev] Çi di bin de hebe wê ji me re bibêje. [4127 qaso_sesev] Temo çayeke giran ji vî mêvanê me ê ezîz re bîne...« [4128 qaso_sesev] Sadiq çixarek da dest mamoste û çeqmaq li ber pêxist. [4129 qaso_sesev] Mamoste hilmeke dirêj kişand, devê wî di nav dixanê de winda bû. [4130 qaso_sesev] Mîna ku bêisûliyek kiribe, serê xwe berda ber xwe û hêdî hêdî dixan berda. [4131 qaso_sesev] Dixanê ji navikê û berjor de xwe lê pêça û bi hemd bilind bû. [4132 qaso_sesev] Gava Sarê ew dît, bi kêf got: [4133 qaso_sesev] »Weyla, ji xwe re lê binerin bê kî hatiye kuro! [4134 qaso_sesev] Wey tu ji wir û heta bi vir di ser herdu çavên min re hatiye, ey mêvanê delal!« [4135 qaso_sesev] Mamoste ji ber Sarê rabû ser xwe. [4136 qaso_sesev] »Herdu çavên te di nav nûrê de bimînin, ez têm destê te. [4137 qaso_sesev] De ka were li kêleka min rûne, pîrika min a delal. [4138 qaso_sesev] Sê roj çêbûn ku min tu ne dîtiye. [4139 qaso_sesev] Bi rastî min bêriya sohbeta te kiribû...« [4140 qaso_sesev] Sarê li tenişt Sêdiq rûnişt. [4141 qaso_sesev] Hûçikên xwe hildan. [4142 qaso_sesev] Li mamoste nerî, destê xwe li ser civatê gerand û got: [4143 qaso_sesev] »Ez bi qurban, dev ji vî miletê xerabe berde. [4144 qaso_sesev] Li xêrê tiştek ji van dernakeve. [4145 qaso_sesev] Xwedê me ji xezaba wan bisitirîne. [4146 qaso_sesev] Zikê hemiyan ji fitne û fesadiyê bûye teniya binê beroşê. [4147 qaso_sesev] Wek araqvexwiran nehişî bûne, kesek ji wan nizane bê çidike. [4148 qaso_sesev] Kulibî ne, xurifî ne! [4149 qaso_sesev] Lê îcar binere, bê tu zarokên me bi aqil nakî. [4150 qaso_sesev] Dev ji zilaman berde, bi zarokan dakeve...« [4151 qaso_sesev] Te digot qey civatê zimanê xwe daqurtandibû, herkes di cihê xwe de bêdeng sekinîbû û li pîrê guhdarî dikir. [4152 qaso_sesev] Mamoste di dilê xwe de digot: [4153 qaso_sesev] »Ez heyrana cesareta te me. [4154 qaso_sesev] Insaniyet bi ên wek te li ser pêyan disekine. [4155 qaso_sesev] Eger ne ji te ba, wê ev gund ji zû de wêran bûbûya. [4156 qaso_sesev] Xwezîka tu mezinê dewleta Tirkiyê ba. [4157 qaso_sesev] Belkî bi saya serê te, em tirk jî bûbana insan û me zilm li we kurdan ne kiriba û kurd û tirk wek biran bi hev re jiyabana. [4158 qaso_sesev] Kî dizane belkî wê demê em tirk jî, bi qeweta kurdan careke din bûbana mezinê dinyayê. [4159 qaso_sesev] Em zilmê li we dikin. [4160 qaso_sesev] Ez ji xwe fedî dikim ku ez tirk im! [4161 qaso_sesev] Lêbelê pîrê, mîna we kurdan ên xerab û ên qenc di me de jî hene. [4162 qaso_sesev] Ez hêvî dikim ku tu, me ji hev cihê bike...« [4163 qaso_sesev] Heso bi haweyekî devliken: [4164 qaso_sesev] »Lêlê pîrê, bes e bes, te eyarê me tije pûş kir!« [4165 qaso_sesev] »Çima bes e pîro! [4166 qaso_sesev] Ji sibeha Xwedê de hûn dipeyivin û kesî ji we re ne got, hûn çima dipeyivin. [4167 qaso_sesev] Ma qey ez ji Eyşika Ereb im, ez ê jî çend gotinan bibêjim da bêhna min derkeve...« [4168 qaso_sesev] Heso hîn bêtir keniya: [4169 qaso_sesev] »Keçê niha ne hewara bêhn derketinê ye, li cihê xwe rûne. [4170 qaso_sesev] Ji xwe re li aqilê wê binerin kuro, ku dibêje ez ê ‘bêhna xwe berdim’. [4171 qaso_sesev] Ma me çi safî kiriye heta ku tu bêhna xwe berdî. [4172 qaso_sesev] Ka bise, em hevdu baş biçirînin û dûv re bêhna xwe li me berde. [4173 qaso_sesev] Ma te got çi jina min?« [4174 qaso_sesev] Pirqînî li civatê ket, herkes keniya. [4175 qaso_sesev] Sarê gava ku Heso jê re digot »Jina min«, xwe aciz dikir û li Heso tam sor dibû. [4176 qaso_sesev] Sarê bi hêrs: [4177 qaso_sesev] »Ez li cihê xwe rûniştî me Heso beg! [4178 qaso_sesev] Ez jina te me yanî çi! [4179 qaso_sesev] Xwedê, dikarîbû tu jî bikira jina min, ma ne ji xwe. [4180 qaso_sesev] Bibêjin bibêjin, hevdu biçirînin, bipeqînîn, Xwedê bike ku yek ji we bi kêr ê din bi penêr be!« û bi qahr li Zibêr nerî. [4181 qaso_sesev] Zibêr serê xwe berda ber xwe û bi lez qutiya tûtinê vekir. [4182 qaso_sesev] »Jinapa me Sarê rast dibêje. [4183 qaso_sesev] Bi rastî em nizanin bê em doza çi li hev dikin. [4184 qaso_sesev] Kalik û malikên me du sed, sê sed sal berê li ser hûr û pizûrê xezalekê hevdu dikujin. [4185 qaso_sesev] Erê lo, ma dibe ku mirov li ser tiştên wilo beredayî hîn jî bi hev re berberiyê bike. [4186 qaso_sesev] Dewra heywên çû. [4187 qaso_sesev] Îro dewra terempêl û teyaran e. [4188 qaso_sesev] Heydê em ê bibêjin di dema wan de belkî hûr û pizûr bi qîmet bûn, lê îro sûka Nisêbîne tije hûr û pizûr û serûpê ne. [4189 qaso_sesev] Wê rojê min ji qesapxanê hûr û pizûrên zir gayekî bi sê wereqeyan kirî« [4190 qaso_sesev] Xwest ku bibêje, »Min serê gê jî bi mecîdiyekî kirî«, Sêdiq zendê Sarê niqurçand: [4191 qaso_sesev] »Zibêr, bi telaq ya tu ê bihêlî Erol efendî bipeyive û ya jî ez ê nehêlim ku tu serê gê bikirî. [4192 qaso_sesev] Te hûr û pizûr kirîn, me deng ne kir. [4193 qaso_sesev] Bû dereng, şev qariya. [4194 qaso_sesev] Civat dixwaze belav bibe. [4195 qaso_sesev] Bihêle ku Erol efendî çend gotinan ji me re bibêje.« [4196 qaso_sesev] Sadiq bi Zibêr dizanîbû ku derewan dike. [4197 qaso_sesev] Hûr û pizûr ne kirîbûn. [4198 qaso_sesev] Gotin di cih de qut kir. [4199 qaso_sesev] »Kerem bike Erol efendî« û pala xwe da diwêr. [4200 qaso_sesev] »Na na, gotina xwe bidomîne wê dor bigihê min. [4201 qaso_sesev] Tu ecela min tune ye. [4202 qaso_sesev] Bi rastî tu xweş dibêjî. [4203 qaso_sesev] Tiştekî baş ji berberiyê, pevçûn û kuştinê dernakeve. [4204 qaso_sesev] Di berberiyê de nan tune ye, bi tenê kuştin û malwêranî heye. [4205 qaso_sesev] Hûn hemû feqîr in. [4206 qaso_sesev] Ji dêvla ku hûn bi hev dakevin ji xwe re kar bikin. [4207 qaso_sesev] Bi qasî ku ez dizanim li vî gundî, li dor heyşt hezar donim erdê çandiniyê heye. [4208 qaso_sesev] Sê, çar terektoran bikirin û cot bikin. [4209 qaso_sesev] Di nav erdên xwe de avê derxînin û pembo biçînin. [4210 qaso_sesev] Li qelaçên gund çend çiftlikên heywanan çêkin. [4211 qaso_sesev] Hûn hemû jî ji beytarekî bêtir ji heywên fêm dikin. [4212 qaso_sesev] Heywan li qelaçên we bi xwedî dibe. [4213 qaso_sesev] Zaroyên xwe bişînin unîversîtan. [4214 qaso_sesev] Ma ne wilo ye apê Heso?« [4215 qaso_sesev] »Ooh tu jî lo! [4216 qaso_sesev] Erol efendî tu ji bihuştê xeber didî. [4217 qaso_sesev] Ziman bêhestî ye, tu çi bixwazî ew ê bibêje. [4218 qaso_sesev] Gotin rehet e, kirin zor e. [4219 qaso_sesev] Em bi kêrî terektor û çiftlik û miftlikan nayên.« [4220 qaso_sesev] Destê xwe ber bi Luqmên de vekir: [4221 qaso_sesev] »Aha tu ji xwe re li xwarziyê Circîsko binere, bê çi zir qelafet li ser e û xelk wî birîn dikin, kuro! [4222 qaso_sesev] Wê ew ê ji min re terektoran biajo, ha. [4223 qaso_sesev] Ma terektorên ku bikaribin xwe di bin wî de bigirin hene gelo? [4224 qaso_sesev] Wê Temoyê ku ji pevçûnan direve şifêrtiyê bike hi! [4225 qaso_sesev] Bi telaq ew ê terektorê li me biqelibîne û me hemiyan bi cehnemê şa bike. [4226 qaso_sesev] Circîsko nahêle em dewlemend bibin, Erol efendî. [4227 qaso_sesev] Nahêle ku em ji xwe re kar û emelekî bîkîn. [4228 qaso_sesev] Em nikarin qereqola Stilîlê, polîs û mehkeman bi wî bihêlin û bi kar û maran dakevin, çavê min. [4229 qaso_sesev] Ev zîlam cigîrê Tecêl e. [4230 qaso_sesev] Xwedê ew jî bo fîtne û fesadîyê çêkiriye.« [4231 qaso_sesev] »Na na, ne wilo ye apê Heso, her insan tecalê xwe ye. [4232 qaso_sesev] Bi rastî mirov tiştekî ji we fêm nake. [4233 qaso_sesev] Hûn bi devê xwe dibêjin ku Xwedê derd daye der-man jî pê re daye. [4234 qaso_sesev] Xwedê him rêya rast û him jî rêya xerab herdu pêş ebdê xwe kiriye. [4235 qaso_sesev] Zarokên we nexweş dikevin, hûn nabin ser textor. [4236 qaso_sesev] Dema ku zarok dimire jî, hûn dibêjin, ‘Xwedê wilo xwestibû.’ Hûn hevdu dikujin û hûn vê yeka ha dixin situyê Xwedê. [4237 qaso_sesev] Hûn li ba eskeran fitneya hev dikin û hûn di vê fitneyê de Şeytên berpirsyar digirin. [4238 qaso_sesev] Xerabiyê bi hev nekin, dilê xwe safî bikin. [4239 qaso_sesev] Xwedê ne dijminê insên e.« [4240 qaso_sesev] »Erol efendî tu Circîsko bi qasî min nas nakî. [4241 qaso_sesev] Telaqreşî, bêbextî û hemû tiştên pîs ketîne hestîyê wî. [4242 qaso_sesev] Eger fîtne û fesadî bi tenê di xwîna wî de ba, belkî mirov bikarîba çarek ji xwîna wî re bidîta.« [4243 qaso_sesev] Erol beşişî: [4244 qaso_sesev] »Min ev gotina te fêm ne kir, apê Heso. [4245 qaso_sesev] Te ê ji xwîna wî re çareke çawa bidîta?« [4246 qaso_sesev] »Ma ne bi dû Xwedê de pere tên? [4247 qaso_sesev] Erê lo. [4248 qaso_sesev] Mirov dikare bi qeweta pereyan, dinyê serûqûnî hev bike. [4249 qaso_sesev] Min ê devê textoran ji pereyan dagirta û textoran jî wê ew xwîna wî a genî bi carekê ve biguherta. [4250 qaso_sesev] Lê pîsî ketiye temamê hestiyên wî. [4251 qaso_sesev] Rebenê textoran wê çawa bikaribin qerqodê wî ê telomelî biguherin! [4252 qaso_sesev] Hew rêyeke wê heye, ew jî kuştine.« [4253 qaso_sesev] Erol fêm kir ku di vê rewşa ne xweş de devjengê bidomîne wê baştir nebe. [4254 qaso_sesev] »Apê Heso, ez ji mala apê Circîs têm. [4255 qaso_sesev] Wek ku ez ê niha ji te re bibêjim, min ji wî re jî wilo gotiye. [4256 qaso_sesev] Ez hêvî dikim ku hûn li hev gilî nekin. [4257 qaso_sesev] Tiştê ku bû, çû. [4258 qaso_sesev] Meseleyê mezin nekin. [4259 qaso_sesev] Hişê xwe werînin serê xwe û dev ji berberiyê berdin. [4260 qaso_sesev] Ji xwe re kar bikin. [4261 qaso_sesev] Li zarokên xwe bifikirin, wan bi hev re nekin dijmin. [4262 qaso_sesev] Li welatê min, xelkê ji zû de dev ji berberiyê berdaye. [4263 qaso_sesev] Herkes ji xwe re kar dike û haha dewlemend dibe. [4264 qaso_sesev] Dev ji vê dijminatiya xwe bi xwe berdin, apê Heso. [4265 qaso_sesev] Ma hema heta dinya hebe, hûn ê wilo bi hev dakevin!..« [4266 qaso_sesev] Mamoste mirovekî têgihiştî û aştîxwaz bû. [4267 qaso_sesev] Ev heft sal bûn ku li gund mamosteyî dikir. [4268 qaso_sesev] Tirk bû. [4269 qaso_sesev] Dema ku ew û jina xwe Songul hatibûn gund gotineke bi kurdî jî nizanîbû. [4270 qaso_sesev] Xwe hînî zimanê kurdî kiribû. [4271 qaso_sesev] Mamoste ji gundiyekî bêtir kar dikir. [4272 qaso_sesev] Bi gundiyan re diçû çiyê êzing dikirin. [4273 qaso_sesev] Digel xortan bi çirê, babûtan, kab û xar û pereyan dilîst. [4274 qaso_sesev] Fêrî gelek govendên kurdî bûbû. [4275 qaso_sesev] Ew û jina xwe diçûn şevbihêrkên gundiyan. [4276 qaso_sesev] Pez, mirîşk û elok bi xwedî dikirin. [4277 qaso_sesev] Ji mamosteyekî bêtir diruvê gundiyekî bi Erol diket. [4278 qaso_sesev] Di nav temamê gundiyan de bi qedir û qîmet bû. [4279 qaso_sesev] Nav wî û Sarê pir xweş bû. [4280 qaso_sesev] Sarê jê hez dikir. [4281 qaso_sesev] Di destpêka hatina wî de, Sarê çavreşî avêtibûyê. [4282 qaso_sesev] Ew jî ji ber ku mamoste bi zimanê kurdî nizanîbû. [4283 qaso_sesev] Li gora Sarê, mirovê ku bi tirkî bipeyiviya esker bû. [4284 qaso_sesev] Û hîletê wê jî ji eskeran diçû. [4285 qaso_sesev] Sarê heta ku mamoste xwe hînî zimanê kurdî ne kiriye û mamoste jê re ne gotiye, »Tirk jî wek kurmancan miletek e; di vî miletî de jî pîrek, zilam, zarok û yextiyar hene«, nizanî bû ku tirk milet e. [4286 qaso_sesev] Wê digot qey her mirovê ku bi tirkî dipeyive, ya esker e û ya jî zilamê eskeran e. [4287 qaso_sesev] Civata pizûriyan seet li dor duwanzdehê şevê belav bû. [4288 qaso_sesev] Ji bilî çend kesan, civatê di bin serokatiya Heso de bi tifaq, biryara gilîkirinê dabû. [4289 qaso_sesev] Sitendina biryareke wilo ji Sarê bêtir tesîra xwe li ser Sadiq kiribû. [4290 qaso_sesev] Sarê ne dixwest ku başçawîş bi pevçûna gundiyan agahdar bibe. [4291 qaso_sesev] Gava başçawîş bi pevçûnê agahdar bûba, wê herdu hêl hîn bêtir li hev sor kiribana; mesele dê mezintir bûbaya û şerekî ji vî şerê îro hîn dijwartir, li dar ketibûya. [4292 qaso_sesev] Di vî şerî de kî dizane belkî ji malbatan dê çar, pênc mêr bihatana kuştin. [4293 qaso_sesev] Lê Sadiq hîç wek Sarê ne difikirî. [4294 qaso_sesev] Li gor wî eger hûran deh mêr ji wan kuştibana, dîsa jî divabû kesekî ji wan li malbata hûran gilî ne kiriba. [4295 qaso_sesev] Malbatê xwe neavêta tor û bextê eskeran û li heyfan negeriya û hertişt bi qeweta zend û bendên xwe kiriba. [4296 qaso_sesev] Wî gotibû, »Mirovên qels gilî dikin.« Lê wî tu carî xwe bi malbatî qels qebûl ne kiribû. [4297 qaso_sesev] Heta tu malbat mîna malbata xwe mêrkuj û berberçî, ne didîtin. [4298 qaso_sesev] Li hindurê malê bi qahr piyase dikir, li serê xwe dixist û ji jina xwe re digot, »Pizûriyan bi vê qerarê dîsa xwe hetikand! [4299 qaso_sesev] Xwe piçûk, dijmin mezin kirin. [4300 qaso_sesev] Hûrî çi ne ku li himber me rabin!..« [4301 qaso_sesev] Heso û Hemo bi banga sibehê re wê biçûna qereqola Sitilîlê. [4302 qaso_sesev] Civat hemû belav bûbû. [4303 qaso_sesev] Heso li hindurê odê bi tenê mabû. [4304 qaso_sesev] Xwe bi ser hev de kiribû gilok, guhê xwe bi ser aliyê malê de xwar kiribû û kûr kûr difikirî. [4305 qaso_sesev] Di vê kêlîkê de xwe mîna serşîrekî bêqewet didît. [4306 qaso_sesev] Pir dixwest ku biçe aliyê malê razê û bi haweyekî dostanî xwe bigihîne Sarê, da ku di derheqê vî gilî de him Sarê haş bike û him jî di vê navê re ji xwe re hinek cesaretê jê bistîne. [4307 qaso_sesev] Ji xwe re digot, »Eger ez xwe bi haweyekî negihînim xemrevîna xwe, ez ê çawa bikaribim vê tirsê ji nava xwe biavêjim û bi dilekî rehet rakevim!« Xwe di rewşeke pir çetîn de didît. [4308 qaso_sesev] Hêviya wî bi tenê Sarê bû. [4309 qaso_sesev] Dîtin û lênerînên Sarê ji bo xwe pir girîng didîtin. [4310 qaso_sesev] Lê mixabin Sarê jî di nav livînan de geft lê dixwarin, dawa xwe ji kevirên hestep dadigirt û bi ser serê wî de werdikirin. [4311 qaso_sesev] Ji xewa çavên wî venedibûn. [4312 qaso_sesev] Şeva çûyî hîç raneketibû. [4313 qaso_sesev] Bi roj ji eskeran pir lêdan xwaribû. [4314 qaso_sesev] Li ser hev pênc, şeş gep xwarin ne xwaribû. [4315 qaso_sesev] Di civatê de bi seetan axivîbû. [4316 qaso_sesev] Mejiyê xwe li ser ku çiqekê di Circîs de bike pir xebitandibû, mejî westiyabû. [4317 qaso_sesev] Serê wî, mîna boqa pîvaza bêavmayî bi ser kelêx de dixiliya. [4318 qaso_sesev] Kelaxê wî bi carekê ve li hev geriyabû, nikarîbû xwe biqeliqanda. [4319 qaso_sesev] Hişkiling ketibû. [4320 qaso_sesev] Lê dîsa jî xewa wî ne dihat. [4321 qaso_sesev] Ji tirsan ketibû tayê. [4322 qaso_sesev] Dilerizî. [4323 qaso_sesev] Bi melûlî digot »Weh, ez ji desthilanîn ketim, dîsa çi bi min hat ya rebî! [4324 qaso_sesev] Keçê malik şewitiyê hema dengekî bikuxe, belkî ev tirs ji ser min here!..« Sibehê wê biçûya nig amirhêzekî ku wî him dê bertîl bidayê û lêdan jê bixwara û him jî dê li gor lênerîn û daxwazên wî, gilî li dijminê xwe bikira. [4325 qaso_sesev] Ji eskeran nefret dikir. [4326 qaso_sesev] Lê ev nefreta wî ne ji ber ku xwe kurd û esker jî tirk didîtin, hemû ji tirsan bû. [4327 qaso_sesev] Ji eskeran ewqasî ditirsiya ku, gava Sîracê cîranê wî ji eskeriyê bi cilên xwe ên eskerî teskere sitendibû û di cavêtê de bi van cilan rûniştibû, wî heta sê rojan cesaret ne kiribû ku here Sîrac bibîne û xêrhatinekê tê bide. [4328 qaso_sesev] Li mala wî bi cilên eskerî wêne peyde ne dibûn. [4329 qaso_sesev] Hemû wêneyên xwe ên ku di dema eskeriyê de kişandibûn, çirandibûn û heta bi ser wan de mîztibû. [4330 qaso_sesev] Ji tirsa wî tu mêrê pizûrî newêrîbû wêneyekî xwe ku bi cilên eskerî kişandibû, li mala xwe daliqanda. [4331 qaso_sesev] Heso qedexe kiribû. [4332 qaso_sesev] Bi qasî ku ji eskeran û cilên eskerî aciziya xwe dianî, ewqasî jî ji zimanê tirkî aciz bû. [4333 qaso_sesev] Ji ber vî zimanî ne dixwest ku neviyên wî li dibistanê bixwînin. [4334 qaso_sesev] Eger ne ji Sarê ba, heta belkî ji malbata wî kesekî ruyê dibistanê ne dîtiba. [4335 qaso_sesev] Di salên ku li bajarê Edîrnê eskerî dikir, fêrî tirkî û xwendin û nivîsandinê bûbû. [4336 qaso_sesev] Pir dixwest ku vî zimanî ji bîr bike. [4337 qaso_sesev] Lê mixabin berberiya gundikî, mecala ku tirkî ji bîr bike ne didayê. [4338 qaso_sesev] Çima ku berî hertiştî dijminê wî Circîs, hinekî bi tirkî dizanîbû. [4339 qaso_sesev] Herduyan her ji çendekî hev ber bi başçawîş, komutan û dadgeran de digindirandin. [4340 qaso_sesev] Di berberiyê de zimanê tirkî çekekî mezin bû. [4341 qaso_sesev] Eger xwe ji vî çekî bi dûr xistiba, helbet wî çaxî jî wê nikarîba li qereqola Sitilîlê, li ba komutanên hidûd û dadgeran bi hêsanî fesadiya Circîs bikira; herwiha malê xwe li devê wan biqelibanda ku Circîs tam biperçiqiya û wî jî ji vê perçiqandinê zewq bistenda. [4342 qaso_sesev] Heso di nav livînan de tibabekî ponijî. [4343 qaso_sesev] Bêî ku Sarê bibîne hîç ne dixwest razê. [4344 qaso_sesev] Carina hêl dida xwe ku here aliyê malê, xwe biavêje tor û bextê wê û vekirî jê re bibêje: [4345 qaso_sesev] »Ez muhtacê şefqeta te me. [4346 qaso_sesev] Ez bi qeweta te li ser pêyan disekinim. [4347 qaso_sesev] Êdî bes e sergiraniyan li min bike malikwêranê. [4348 qaso_sesev] Bawer bike şêrîna min, eger ne ji wê mêrxasiya te a bêsînor ba, min ê tu carî nikarîba ne mezinahiya malbatê û ne jî bi tu kesî re berberî bikira. [4349 qaso_sesev] Ma gelo bi rastî qey heta niha te hîn jî ji min fêm ne kiriye ku ez mirovekî çendî tirsonek im? [4350 qaso_sesev] Tinaziyan li min neke êzîdî keça êzîdiyan! [4351 qaso_sesev] Ax de ka were ez bi qurbanê lê!..« [4352 qaso_sesev] Lêbelê adetên wan, rê ne dida ku xwe bigihîne Sara xwe. [4353 qaso_sesev] Li ba wan, jin li erdê, zilam jî li ser doşekê rûdinişt. [4354 qaso_sesev] Jin desmalka zilêm bû. [4355 qaso_sesev] Jinê wê bida nav rêxê, tepik çêkiribana û zilam jî dê bi halê wê bikeniya û simbêl babidana. [4356 qaso_sesev] Jin bi qelen bû. [4357 qaso_sesev] Heqê wê li herêma wî pênc, şeş hezar wereqe dikir. [4358 qaso_sesev] Jina ku di civata wî de bêrûmet dihat qebûl kirin, helbet divabû bi bazdan xwe biavêta bin lihêfa wî û xwe jê re vegirta. [4359 qaso_sesev] Digot û dibiland, »Ez zilam û ew jî pîrek e, gerek ew bihata nig min û li halê min bipirsiya...« Sarê jî bûbû kevirê aramê, bêdeng di nav livînên xwe de ji kûr û dûr difikirî. [4360 qaso_sesev] Di dawiyê de Heso xwe ne girt, bi hêrs lihêf ji ser xwe avêt û qêriya: »Lêlê pîrê pîrê! [4361 qaso_sesev] De ka bêhnikekê were odê em ji xwe re mijûl bibin...« [4362 qaso_sesev] Sarê mîna ku razayî be deng nebir xwe. [4363 qaso_sesev] Wê ji dûr ve li cavata pizûriyan guhdar kiribû. [4364 qaso_sesev] Di civatê de kî çawa axivîbû û civat li ser çi biryarê belav bûbû bi hemî dizanîbû. [4365 qaso_sesev] Ji Heso hatibû bêvilê, ne dixwest wî bibîne. [4366 qaso_sesev] Temo jî wek her tim dîsa ketibû himbêza Meyro, xew lê giran bûbû. [4367 qaso_sesev] Heso piştî ku gazî Sarê kir, xwe bêhnikekê ker kir. [4368 qaso_sesev] Lê deng ji aliyê malê ne hat. [4369 qaso_sesev] Bi qahr got, »Ez xwe dixapînim, pîrê nayê nig min! [4370 qaso_sesev] Min xwest, ez xwe hinekî giran bikim ku li himber wê ewqasî kêm ne kevim. [4371 qaso_sesev] Lê wilo xuya ye ku ez çi bikim wê fêde neke« û ji nav livînan çeng bû erdê. [4372 qaso_sesev] Lempe pêketî û fitîla wê jî tam hildayî ye. [4373 qaso_sesev] Di bin ronahiya lempê de ji dîwarên bi kilsa nikarokî hawêrdor çirûsk diçin; çirûsk bi ser lempe de dixurbilin. [4374 qaso_sesev] Ode tije şewq e. [4375 qaso_sesev] Lê ew bi destpelikandinê li gopalê xwe digere. [4376 qaso_sesev] Bîr nabe ku her der ronahî ye. [4377 qaso_sesev] Eger bi çavan hawêrdora xwe tev bide, ew ê bi hêsanî bikarîbe gopal û şekala xwe bibîne. [4378 qaso_sesev] Lê aqil nake. [4379 qaso_sesev] Ji bîr kiriye ku lingê wî birîn bûye û wê bi vî lingî bêsenede nikaribe bimeşe. [4380 qaso_sesev] Tirsê girtiye hinavan, rê nabe ser tiştekî. [4381 qaso_sesev] Di vê kêlîkê de eger dengê çapiliyekê an gotineke bi tirkî bibihize, miheqeq wê ya dilê wî bisekine û ya jî wê ji hiş bikeve. [4382 qaso_sesev] Xwîn lê vemirî ye, mîna şimê zer veda ye. [4383 qaso_sesev] Nikare rabe ser xwe ji qidûm ketiye. [4384 qaso_sesev] Bi herdu destan ji çep û rastê qurîncekan dide xwe. [4385 qaso_sesev] Bi neperûşkan êrîşî canê xwe dike. [4386 qaso_sesev] Sênga wî a hemû bi pirç, ji neperûşkan mîna cotê qelaçan belek diyar dike. [4387 qaso_sesev] Dixwaze ku li ser çarlepikan bimeşe. [4388 qaso_sesev] Lê dest û lingên wî mîna ku ji hev bêrî bûne, yek ji yekî re nabe destek, heryek li halê xwe diçe. [4389 qaso_sesev] Xwe ber bi deriyê odê de gindorkî gindirand û bi dengekî melûl û şewat peyivî: [4390 qaso_sesev] »Ooof! [4391 qaso_sesev] Keçê hey agir bi mala bavê ketê, ev çima tu bi min ve nayê lê!..« [4392 qaso_sesev] Sarê qêriya: [4393 qaso_sesev] »Naletulah, tobe ya rebî tobe!« û pêrgî wî ve meşiya. [4394 qaso_sesev] Heso bi giştî di dema ku tirs lê peyde dibû, pir dixwest ku Sarê bi cilên xwe ên bûkanî li ba wî rûne û hîç ranebe. [4395 qaso_sesev] Di vê bêhnikê de çiqasî dixwest ku xatûna wî bi cilên xwe ên bûkanî derkeve pêşberî wî. [4396 qaso_sesev] Di vî warî de digel ku wê jî bi qasî dînê xwe jê hez dikir, wek vê bêhnika berî niha dîsa jî zilm lê dikir. [4397 qaso_sesev] Dema ku Heso çav li Sarê ket, mîna ku hîç tirs pê re çênebûbû xwe da ser hev û rûnişt. [4398 qaso_sesev] Destê xwe dirêjî destê Sarê kir, rabû ser xwe û bi fen got: [4399 qaso_sesev] »Keçê ma te nizanîbû ku ez ê di nav wê hingama pizûriyan de nikaribim xwarinê bixwim? [4400 qaso_sesev] Ji êvara Xwedê de gezek nan ne çûye nava min. [4401 qaso_sesev] Eger ez îşev jî tiştekî nexwim, sibehê ez ê nikaribim xwe li tena bigirim, weh! [4402 qaso_sesev] De ka pêşî ji kerema xwe re hinek xwarin ji min re bîne.« [4403 qaso_sesev] Sarê tiştek li xwe çênekir. [4404 qaso_sesev] Mîna ku ji hertiştî bêhay bû, bi şefqet destê xwe da destê Heso, ket ber pala wî û ew rast bir ser cihê wî. [4405 qaso_sesev] Piştî ku Heso di nav livînan de veziland, bêdeng berê xwe da aliyê malê û meşiya. [4406 qaso_sesev] Bi rastî di vê bêhnikê de ji kêfa, şûr simbêlê Heso ne dibirî. [4407 qaso_sesev] Pişta xwe dabû zemberîşan, bi kêf rîha xwe difirkand, xwe dinepixand û digot »Min pê re xweşik lîst. [4408 qaso_sesev] Bi yek fenê min jinik haş kir...« [4409 qaso_sesev] Di vê dema ku wilo xwe bi xwe diaxivî, xwe aqilmezin û Sarê jî aqilpiçûk didît, heyvanê tirsê li ser nema bû. [4410 qaso_sesev] Ji kêfa ku wê pîrê kengî lê vegere qûna wî erd ne digirt. [4411 qaso_sesev] Hatina pîrê dilê wî av da bû, av hemû lê bûbû şehwet û li temamê kelaxê wî belav bûbû. [4412 qaso_sesev] Canê wî ê ku pênc şeş deqîqe berê ji tirsan mîna pelê çilo dilerizî, di vê kêlîkê de ji cesareta pîrê wek gokekê zewirî bû. [4413 qaso_sesev] Mêranî pê re gihabû hev, doxîna şerwêl vekiribû. [4414 qaso_sesev] Bi destekî li sênga xwe dida û bi destê din jî nav şeqên xwe difirkand. [4415 qaso_sesev] Dev lêvên xwe dikir. [4416 qaso_sesev] Bêsebir ziq li devê deriyê odê dinerî. [4417 qaso_sesev] Dema pêjina Sarê li hewşê kir, bi lez şerwal daxist; hişk bi qereqopkê xwe girt û di doşekê de bir û anî. [4418 qaso_sesev] »Ma tu ê li ser livînan xwarina xwe bixwî an li ser kulêv?« [4419 qaso_sesev] »Na na, laşê min hinekî cemidî ye, ez naxwazim li ser kulêv bixwim« û xwe bi ser hev de guvaşt. [4420 qaso_sesev] Sarê ber pê de çû. [4421 qaso_sesev] Xwest ku çîmên wî rade û tepsiya xwarinê li ser çîman deyne. [4422 qaso_sesev] Lê wî wek pêhlewanan tepsî ji dest girt, avêt dera ha û ji nişkê ve xwe çeng kir newqa wê. [4423 qaso_sesev] Bi ser xwe de kişand, xist bin xwe û devê xwe xist gwîzeka qirikê. [4424 qaso_sesev] »Kuro xurifiyo, li ber vê ronahiya lempê tu kirî çi bikî! [4425 qaso_sesev] Ma niha wextê vî tiştî ye!« [4426 qaso_sesev] Heso lê har bûbû. [4427 qaso_sesev] Bi haweyekî serxweçûyî got: [4428 qaso_sesev] »Keçê bi telaq ne ronahiya lempê, eger ronahiya şintaqê be jî ez ê bikim lê« û bi lez derpî jê şemirand. [4429 qaso_sesev] Sarê ji aliyekî de xwe bi dest ve berda û ji aliyekî de jî mîna ku zor lê hatibe, bi hêrs peyivî: [4430 qaso_sesev] »Ji vê rîha xwe a bihustekê dirêj fedî bike! [4431 qaso_sesev] Îşev ne şeva gon û gadanê ye, sofî!..« [4432 qaso_sesev] Lê Heso jî mîna ku bi cesareta wê re têkeve şehwetê, wê çiqasî bi sistî li ber xwe dida, ew jî ewqasî lê sor dibû. [4433 qaso_sesev] Her gotina wê, te digot qey şirinqeke xwîn ji canê xwe berdida canê wî. [4434 qaso_sesev] Di nav lepên wî de mîna zarokekî bêqewet ketibû. [4435 qaso_sesev] »Sofî, te miradê xwe kir, êdî ji ser min rabe. [4436 qaso_sesev] Te ez behdilandim.« [4437 qaso_sesev] Wê wilo digot. [4438 qaso_sesev] Lê di eslê xwe de qet jî ne dixwest ku Heso, xwe ji ser kelaxê wê bide alî. [4439 qaso_sesev] Gava ku diaxivî, guhê Heso ê çepê xistibû devê xwe. [4440 qaso_sesev] Bi herdu destan, pişta wî hişk zeft kiribû û bi ser xwe de diheciqand. [4441 qaso_sesev] Ji Heso bêtir wê »gon û gadan« dixwest. [4442 qaso_sesev] Helke helk lê ketibû. [4443 qaso_sesev] Lê ji ber ku di civata wê de »gon û gadan« bi tenê heqê zilêm bû, ji mêrê xwe fedî dikir ku daxwaza xwe a şehwetî vekirî bigota. [4444 qaso_sesev] Wê tu carî xwe pêşkêşî mêrê xwe ne kiribû, mêr her tim hatibû ser livîna wê. [4445 qaso_sesev] Li gor wan, tiştekî pir şerm bû ku jinê ev yeka ha ji mêr bixwesta. [4446 qaso_sesev] Heso ji zewqê mest bûbû, lê ne bi qasî Sarê. [4447 qaso_sesev] Taximên diranên wan ji helke helk û kêferata şehwetê, ji devê wan herikîbûn ser doşekê. [4448 qaso_sesev] Qirika Sarê ji girêza Heso bi carekê ve şil bûbû. [4449 qaso_sesev] Xwêhdana Sarê li kirasê wê dabû der, kiras hemû qermiçî bû. [4450 qaso_sesev] Heso piştî ku got: [4451 qaso_sesev] »Keçê Sarê, bi telaq tu jineke pir delal î lê! [4452 qaso_sesev] Keçê te ez ho kirim! [4453 qaso_sesev] Xwedê tu carî bizrê te ji dinyayê kêm neke«, rîha xwe li ser memikên wê hinekî gerand û bi hindama dîwêr de xwe serpiştkî qulipand. [4454 qaso_sesev] Sarê xwest ku lihêfê bi ser dake, lê wî berî wê bi guhikê lihêfê girt û kişand. [4455 qaso_sesev] Destekî xwe danî ser zikê Sarê û ê din xist bin serê xwe û ziq li bin zikê xênî nerî. [4456 qaso_sesev] Di vê rewşê de, herdu jî tibabekî bêdeng man. [4457 qaso_sesev] »Heso, te û pizûriyan we çi xist serê hev? [4458 qaso_sesev] We hofka xwe çawa gerand? [4459 qaso_sesev] Hûn ê gilî bikin an na?« [4460 qaso_sesev] »Ma tu dixwazî ez çawa bikim? [4461 qaso_sesev] Ev bêbavê çawîş wê ji me re nebêje çi, gelo?« [4462 qaso_sesev] »Tu çawa dikî bike, lê gilî neke. [4463 qaso_sesev] Gilî bi kêrî me nayê, şerm e.« [4464 qaso_sesev] »Ez jî dizanim ku gilî bi kêrî me nayê û şerm e; lê em mecbûrê gilîkirinê ne, Sarê. [4465 qaso_sesev] Çawîş wê wilo bi hêsanî dev ji me bernede. [4466 qaso_sesev] »Ji ber çi hûn xwe mecbûr dibînin?« [4467 qaso_sesev] »Ji ber ku wê ew kafirê birayê te li me gilî bike, em xwe mecbûr dibînin.« [4468 qaso_sesev] Sarê bi hinc tepek li sênga wî xist, destê xwe danî ser dilê wî û bi hêrs got: [4469 qaso_sesev] »Vî dilê xwe ê qirêjî hinekî paqij bigire hey xanî bi ser de ketiyo! [4470 qaso_sesev] Ji êvara Xwedê de pizûriyan yek bi yek ji ser odê qilawizî li mala Circîs dikirin. [4471 qaso_sesev] Eger Circîs xwe ji gund berdaba, ji van qilawizan hinan jê miheqeq wê pêjina wî kiribana. [4472 qaso_sesev] Kûçik wê miheqeq li reşê wî bireyana. [4473 qaso_sesev] Circîs ne mar e ku li erdê bisûrike û xuya nebe, ne teyr e ku bi ezmên de bifire û kesek wî nebîne. [4474 qaso_sesev] Zikê te ji kîn û buxzê reş bûye, tu tu carî nikarî ji xêrê bifikirî. [4475 qaso_sesev] Ez her tim ji te re dibêjim mast, şîr û penêr pir bixwe ku ew hinavên te ên reş hinekî sipî bibin! [4476 qaso_sesev] Hey Xwedê bi ser de ketiyo hilmek û pifek ji te re maye tu ê bimirî, li zarokên xwe bifikire!..« [4477 qaso_sesev] Dema ku Sarê bi vê bêhntengijiyê diaxivî, Heso jî bêdeng rawestiyabû û lê guhdar dikir. [4478 qaso_sesev] »Tiştekî ku tu bibêjî êdî ma, xweha Circîsko?« [4479 qaso_sesev] Sarê xwe da ser hev: [4480 qaso_sesev] »Bibêje bê tu ê çi bibêjî xurifiyo« û xwest ku rabe. [4481 qaso_sesev] Heso rê nedayê. [4482 qaso_sesev] »Keçê bi telaqê jinberdanê ew birayê te ê fesad niha li qereqola Sitilîlê li ba çawîş rûniştiye û ew û çawîş herdu jî zewran li me dişidînin. [4483 qaso_sesev] Ez ji zarokiya wî de wî nas dikim bê çi ê ber golik e. [4484 qaso_sesev] Bi rastî di derbarê vî gilî de ez bi xwe dereng şiyar bûm. [4485 qaso_sesev] Gerek ji zû de ez li qereqolê bama. [4486 qaso_sesev] Birayê te bi hosteyî ez xapandim. [4487 qaso_sesev] Gur e gur!« [4488 qaso_sesev] »Tu bêbextiyan lê dikî. [4489 qaso_sesev] Ma hema qey wê qilawizekî ew ne dîtiba. [4490 qaso_sesev] Ma ji bo Xwedê hema wê kûçikekî jî xwe êrîşî reşê wî ne kiribaya, haho!« [4491 qaso_sesev] »Keçê ehmeqê, çima tu ji min fêm nakî? [4492 qaso_sesev] Ez ji te re dibêjim ku birayê te ez xapandim. [4493 qaso_sesev] Îcar mirovê gava ku bikaribe siyasetçiyekî wek min mezin bixapîne, hayhay wê bikaribe vê mentîqê hemî bixapîne. [4494 qaso_sesev] Wî xwe ji qilawizan vedizî, yanî qilawiz jî xapandin, dibêjim. [4495 qaso_sesev] Lê çawa ne hiştiye ku kûçikên gund pê agahdar bibin, kûçik bi çi haweyî xapandine? [4496 qaso_sesev] Ez niha li ser wê difikirim...« [4497 qaso_sesev] Gotinên Heso dilê Sarê careke din birîn kiribûn. [4498 qaso_sesev] Wê, bi hêviya ku şer mezintir nebe xwarin ji Heso re anîbû, xizmet jê re kiribû û heta xwe bi dest ve jî berdabû. [4499 qaso_sesev] Ruyê wê ê ku berî niha bi nîv seetekê di deryaya şehwetê de bi qasî bihara nîsanê geş bûbû, di vê bêhnikê de mîna mehkûmên binê zindanan çilmisî bûbû. [4500 qaso_sesev] Xwêziyeke wek zilindêr tal xwe dabû qurmê zimên, gewrî di xwêziyê de xitimî bû. [4501 qaso_sesev] Bi destveberdana xwe mîna ku qebheteke mezin kiribe didît, kelaxê xwe ji ê Heso bi dûr xistibû, xwe bi ser hev de guvaştibû û ji kûr û dûr difikirî. [4502 qaso_sesev] Heso ji xwe bêtir dixwest ew biaxive, lê şûr devê wê venedikir. [4503 qaso_sesev] »Keçê pîrê, çi bi te hatiye! [4504 qaso_sesev] Te bi me çiloyê xwe kir, lê te kidase lê ne kir. [4505 qaso_sesev] Wilo nabe ku tu hertiştî qurmiçî bihêle û birevî. [4506 qaso_sesev] De ka bibêje ez li te guhdar dikim, aqil ji aqilan çêtir heye, helala min...« [4507 qaso_sesev] Heso bi fen pê re diaxivî. [4508 qaso_sesev] Bi tenê tiştek jê dixwest, ew jî cesaret bû. [4509 qaso_sesev] Dixwest ku herwiha mijara wan, li ser çawîş be; Sarê hêrs bibe, siqêfan bi çawîş re bike, ku rehê mêraniyê tê bigerin. [4510 qaso_sesev] »Heso ma tu dixawzî ez çi bibêjim? [4511 qaso_sesev] Te temamê rêyan li ber min girtin. [4512 qaso_sesev] Qûna ku hînî tiran bûbe, tu paçan jî têxê ew ê dîsa tira xwe bike. [4513 qaso_sesev] Êdî gotin bêfêde ye. [4514 qaso_sesev] Ma ne ez çi bibêjim, tu ê dîsa jî wek xwe bikî û here gilî. [4515 qaso_sesev] Tu û Circîs hûn herdu jî ne ji xêra ometa Mihemed re hatine dinyayê. [4516 qaso_sesev] Hûn herdu bûne wek du kevjalan, lingekî we li der yek li gorê ye, ji mirina we re tirek û fisek maye. [4517 qaso_sesev] Hinekî li zarokên xwe bifikirin hey Xwedê deh top li mala we xisto« û ji nav livînan çeng bû dera ha. [4518 qaso_sesev] Heso xwe da ser hev û li qûn rûnişt. [4519 qaso_sesev] Pêşî ruyê xwe bi herdu destan firkand, dûv re çavên xwe hinekî kutkutandin û bi dengekî hêdî got: [4520 qaso_sesev] »Pêwîst nake ku tu xwe ewqasî ji min zivêr bikî. [4521 qaso_sesev] Tu baş bi min dizanî ku ez ne heraqê berberiyê me. [4522 qaso_sesev] Sebebê vê nexweşiyê birayê te ye. [4523 qaso_sesev] Bi rastî Circîs kûra xerabiyê ye. [4524 qaso_sesev] Di vî gundî de xerabiya ku ew dike, kafir jî nakin yanî. [4525 qaso_sesev] Polpolê bi ser min de neke. [4526 qaso_sesev] Bawer bike ez jî bi qasî te ji vê berberiyê zivêr im. [4527 qaso_sesev] Hinekî bêhna xwe fireh bike. [4528 qaso_sesev] De ka were li kêleka min rûne, were were...« [4529 qaso_sesev] Bi rastî Heso di her gava ku diçû livîna Sarê, pir bêhnfireh dibû û li dor seetekê serê wî pir dixebitî. [4530 qaso_sesev] Di vê seetê de dinya wek qutîkê li ber vedibû, Circîs çi bikira, wî didît. [4531 qaso_sesev] Wî jî bi vî aliyê xwe dizanîbû. [4532 qaso_sesev] Eger ev mirov di civateke jîr û zana de jiyaba, bi hinera eşqa Sarê ji sedî sed wê bomba atomê çêbikira û li ser gotina pîrê bombe biavêta Enqerê û belkî temamê Tirkiyê jî. [4533 qaso_sesev] Sarê li pêşberî wî li ser kulêv çarmêrkî rûnişt û kitana xwe da serê xwe. [4534 qaso_sesev] Kitan ji qilêrê debixî bû. [4535 qaso_sesev] Gava ku serê xwe daqûl dikir, ziq li ber xwe dinerî û diaxivî, kitanê di bin ronahiya lempê de belek diyar dikir. [4536 qaso_sesev] »Heso, ji bo ku ev şer hêdî bi hêdî biferike, gilî meke. [4537 qaso_sesev] Tişt ji tiştan mezintir hene. [4538 qaso_sesev] Pevçûna pizûr û hûran a îro bêkuştin derbas bû. [4539 qaso_sesev] Ev tiştekî bedew bû. [4540 qaso_sesev] Qey Xwedê li halê me nerî bû ku dîsa kesek ne hat kuştin. [4541 qaso_sesev] Ez xwe diavêjim bextê te û Xwedê, ez kolê te bim, gilî meke! [4542 qaso_sesev] Xebîneta van xortên me ên nesêlê, bila dîsa neyên kuştin. [4543 qaso_sesev] Pars zor e. [4544 qaso_sesev] Xwedê kesî ji gund û waran bi welatên xerîbiyê de celî neke. [4545 qaso_sesev] Erê, tu jî wek min dizanî ku xerîbî û pars çendî zor e! [4546 qaso_sesev] Hêj heta çend sal berê, em li ser kuştinê ji gundê xwe derketî bûn. [4547 qaso_sesev] Ma te çi zû ew qiriktalî û xizanî ji bîr kir, malneviritiyo! [4548 qaso_sesev] Gilî meke ez bi qurban...« [4549 qaso_sesev] Dema ku Sarê wilo bi kelûgirî diaxivî, Heso jî destê xwe dabû ber ruyê xwe, mîna ku hişê wî li ser wê be, li nav çavên wê temaşe dikir û ji kûr û dûr difikirî. [4550 qaso_sesev] Nezaretxana qereqolê dihat bîra wî. [4551 qaso_sesev] Nezaretxane ji zindanên osmaniyan jî bi xoftir bû. [4552 qaso_sesev] Navê wê di deftera qereqolê de wek »Nezaretxane« hatibû nivîsandin, lê dîsa jî herkesî jê re »zindan« digot. [4553 qaso_sesev] Demên raborî mîna filîmekî yek bi yek di ber çavên wî re derbas dibûn. [4554 qaso_sesev] Di zindanê de mar hatibûyê, ji desthilanîn ne ketibû, wî û mêr hev girtibû û mar fetisandibû. [4555 qaso_sesev] Girtina wî dihat bîrê. [4556 qaso_sesev] Li qereqola Stilîlê çawa êşkence dîtibû, çawa berzûrî Xwedê bûbû û dest û lingên başçawîş maçî kiribûn, weke pirûskên êgir li ber çavên wî pêdiket û vedimirîn. [4557 qaso_sesev] Lawê Necîmê hûrî çifte bi xwe de teqandibû û hatibû kuştin. [4558 qaso_sesev] Lê Circîs û hevalbendên xwe ew kuştin xistibûn situyê wî. [4559 qaso_sesev] Circîs bertîl dabû başçawîşê Sitilîlê, hakim û sawciyê dadgeha Mêrdînê. [4560 qaso_sesev] Li dadgehê Necîm li wî û Hemoyê biraziyê wî dabû. [4561 qaso_sesev] Li himber wî, guhdar û temamê heyeta dadgehê bi Quranê sûnd xwaribû, telaqê xwe avêtibû ku qesas ew bûn. [4562 qaso_sesev] Ew û Hemo çar salan li girtîgeha Mêrdînê raketibûn. [4563 qaso_sesev] Malbata wî him hatibû talan kirin û him jî derketî bûbûn. [4564 qaso_sesev] Heso piştî ku ji kezebê axîneke kûr kişand, xwe li ser kêleka çepê pal da, ziq li Sarê nerî û got: [4565 qaso_sesev] »Ez te fêm dikim. [4566 qaso_sesev] Ez dizanim ku bi berberiya vî gundî ji herkesî bêtir, tu diêşî. [4567 qaso_sesev] Li aliyekî şer mala bavê te ye û li aliyekî jî zaroyên te ne. [4568 qaso_sesev] Lewra kî zoriya kê bibe dîsa jî hey ji te re ne xêr e. [4569 qaso_sesev] Lê pîrê, ma çi ji destê min tê?« [4570 qaso_sesev] Sarê ne hişt ku Heso gotina xwe biqedîne. [4571 qaso_sesev] Bi kerb ji cihê xwe qevizî, destê xwe hejand, »Hertişt ji destê te tê!« got û ber pê de meşiya. [4572 qaso_sesev] Kulavê ku li ser rûniştibû hîn derbas ne kiribû, kiras li nav lingan herbilî û ji hindam de devdevkî bi ser çementoyê de kumişî. [4573 qaso_sesev] Eger Heso destên xwe jê re ne kiribana mertal, dê ruyê wê miheqeq xwîn bûbûya. [4574 qaso_sesev] »Tu derewan dikî, tu dikarî vî agirî vemirînî. [4575 qaso_sesev] Tu mirovekî zikreş û dexsok î. [4576 qaso_sesev] Fesadî ketiye xwîna te. [4577 qaso_sesev] Hedana te bê wê nayê. [4578 qaso_sesev] Temamê vî gundî dizane ku Circîs îşev li mala xwe ye. [4579 qaso_sesev] Lê ji êvara Xwedê de te xistiye serê xwe ku Circîs bi fen û fûtan xwe ji herkesî vediziye û çûye qereqolê gilî. [4580 qaso_sesev] Dilê xwe hinekî safî bike, hey ji rehma Xwedê û Mihemed mahrûm bûyo!..« [4581 qaso_sesev] Heso ji aliyekî de xwe bi Sarê re beşişand û ji aliyekî de jî di dilê xwe de got: [4582 qaso_sesev] »Bi rastî tuxmê pîrekê tuxmekî beredayî ye. [4583 qaso_sesev] Pîrê çar, pênc deqîqe berê gava ez berdabûm ser xwe, ji zewqê hindik mabû biteqiya. [4584 qaso_sesev] Ez maçî dikirim û rîha min dialast. [4585 qaso_sesev] Îcar niha jî mîna ku ne ew pîra berê be, bûye barût û bi min de diteqe. [4586 qaso_sesev] Ma ne hey gema wê di dest min de ye, ez berê wê bidim ku ew ê bi wir de here. [4587 qaso_sesev] Pêwîst nake ku ez a rast jê re bibêjim. [4588 qaso_sesev] Ez ê derewekê lê bikim û ew ê jî qanih bibe û hew.« [4589 qaso_sesev] Bi rastî jî Heso gava bixwesta di cih de dikarîbû Sarê him ji xwe biengiranda û him jî haş bikira. [4590 qaso_sesev] »Pîra eskerdijmin, dîsa çi li te qewimiye! [4591 qaso_sesev] Keçê bes bi min de biteqe, bihêle ez bipeyivim. [4592 qaso_sesev] Mala Xwedê ava ku tu him nêr çênekiriye û him jî tu kiriye jina min. [4593 qaso_sesev] Bi qesem te ê mêr bi saxî bibiraştana, ha! [4594 qaso_sesev] Hinekî bêhna xwe fireh bike ku em tiştekî têxin serê hev.« [4595 qaso_sesev] Bi vê gotinê re ruyê Sarê mîna gulekê vebû. [4596 qaso_sesev] Cihê xwe xweş kir û bi kemlanî: [4597 qaso_sesev] »Bêhna min fireh e, bibêje bê tu ê çi bibêjî, ez li te guhdar dikim.« [4598 qaso_sesev] »Ji bilî Sadiq, me pizûriyan di civîna xwe a îşev de bi tifaqî qerar da ku ez û Hemo em ê bi sariya sibehê re herin qereqolê gilî. [4599 qaso_sesev] Lê madem ku tu ewqasî bi vî gilî ne xweş e, ez ji bona te dikarim niyeta xwe biguherînim. [4600 qaso_sesev] Îcar bila gotin di nav min û te de bimîne. [4601 qaso_sesev] Binere tu gotinê dernexînî, ha!« [4602 qaso_sesev] »Şerm e ku tu wilo dibêjî Heso. [4603 qaso_sesev] Ma te hîç bihîstiye ku min tu carî gotinên te ji xelkê re gotine?« [4604 qaso_sesev] »Na. [4605 qaso_sesev] Min ne ji tiştekî got, xwe zivêr neke. [4606 qaso_sesev] Lê dîsa jî mirov hevdu şîret bike baş e. [4607 qaso_sesev] Ji ber ku dilê min ji Circîs bi xuşûş e, sibehê ez û Hemo em ê herin qereqolê. [4608 qaso_sesev] Eger Circîs berî me ne çûbe qereqolê û gilî li me ne kiribe, em ê jî vê çûna xwe bi haweyê sertêdanekê ji çawîş re bînin zimên. [4609 qaso_sesev] Û na eger Circîs berî me xwe gihandibe çêwîş, ji xwe wî çaxî jî êdî bêminetî ye. [4610 qaso_sesev] Tiştê ku ji destê me bê, em ê tê de bikin. [4611 qaso_sesev] Ma te got çi, Sarê? [4612 qaso_sesev] Tu vê fikira min dihecibînî, an na?« [4613 qaso_sesev] Sarê xwe çeng kir destê wî û ew bi ser xwe de kişand. [4614 qaso_sesev] Devê xwe xist ruyê wî û bû mirçe mirça wê: [4615 qaso_sesev] »Wey tu tim hebî lo! [4616 qaso_sesev] Xwedê tu carî sifra te kêm neke. [4617 qaso_sesev] Te vê carê, tam wek camêran kir. [4618 qaso_sesev] Te min ne şikand. [4619 qaso_sesev] Te qedirê min girt. [4620 qaso_sesev] Tiştekî baş ji xerabiyê dernakeve Heso, dawiya xerabiyê dîsa xerabî ye. [4621 qaso_sesev] Bi soza mêrên çêha, ku Circîs ne li wir be, tu gilî nakî ne wilo?« [4622 qaso_sesev] »Bi soz ku wek te derkeve, ez ê gilî nekim.« [4623 qaso_sesev] Heso gihabû armanca xwe. [4624 qaso_sesev] Sarê haş kiribû. [4625 qaso_sesev] Di vê kêlîkê de baş pê dizanîbû ku çawa bixwaze, êdî Sarê jî wê wilo li gor dilê wî biaxive. [4626 qaso_sesev] Heso bi haweyê ku wê têxe dilê xwe lê nerî: [4627 qaso_sesev] »Sibehê ma ne divê em di dest xwe de tiştekî ji bênamûsê çêwîş re bibin. [4628 qaso_sesev] Em nikarin wilo destvala bi ser de herin. [4629 qaso_sesev] Howeh li vê ecêbê, em bêî wî nikarin malê xwe bixwin, kuro! [4630 qaso_sesev] De ka tiştekî bibêje pîrê, ma em kavirekî an dîkekî elokan jê re bibin?« û çixareke pêçayî ji qutya xwe derxist. [4631 qaso_sesev] Sarê di bersiva wî de pêşî bi herdu destan û bi hinc şiqam li çongên xwe xist, dûv re porê xwe kişand û bi qahr got: [4632 qaso_sesev] »Ez kerê Stenbolê berdim ser jina çêwîş û hefsed bavê wî! [4633 qaso_sesev] Tiştekî jê re nebin! [4634 qaso_sesev] Waweylê, tu dibêjî qey ev eskerên qûncilik hemû şirîkên bavên me ne. [4635 qaso_sesev] Bila li we bide û tiştekî jê re nebin. [4636 qaso_sesev] Bav û kalan bi derewan ne gotine, ‘Berxê nêr ji kêrê re ye.’ Ji lêdanê netirse, Heso. [4637 qaso_sesev] Ma ne hey wê te nekuje, hema bila li te bide, wê çi bibe qey pepûko!« [4638 qaso_sesev] Heso weke keftarekî bêdeng rawestiyabû û li Sarê guhdar dikir. [4639 qaso_sesev] Xuya bû ku gotinên wê bandor li ser kiribûn. [4640 qaso_sesev] Çavên wî mîna du xarên zindoqî li hev dizîvirîn û dilîstin. [4641 qaso_sesev] Tevzînokên mêraniyê habela bi kelaxê wî ve hildikişiyan, mûyê canê wî rabûbûn, xwêhdaneke sar bi eniya wî ketibû, eniyê ji xwêhdanê dibiriqand. [4642 qaso_sesev] Eger di vê bêhnikê de ordiya tirk bi carekê ve li himber wî sekinîba, belkî hîç tirs ne ketiba dilê wî û êrîşî ser temamê ordiyê kiriba. [4643 qaso_sesev] Sarê, bi giştî gava mijara eskeran dihat qanê, rê ne dida guhdaran, ji herkesî bêtir ew diaxivî. [4644 qaso_sesev] Lê mixabin di vê şeva ku Heso ewqasî muhtacê gotinên wê bû, wê jî di vî warî de gotin kin dibirî û di cihê xwe de bêdeng disekinî. [4645 qaso_sesev] Piştî ku Heso hinekî serbixwe ponijî, serê xwe hejand: [4646 qaso_sesev] »Hey gidî Sarê hey, bila kurmanciya gewr û şerê tivingê ba, te ê bidîta bê min ê çi kambaxî bi serê van qûncilikên romê de bianiya. [4647 qaso_sesev] Lê em çi bikin, bila mala felekê xerab bibe ku em kurmanc jî ne kirin tiştek. [4648 qaso_sesev] Barê dewletê giran e, mesele ne bi tenê çawîş e, li pişt çêwîş zir dewletek heye lêêê! [4649 qaso_sesev] Destê bi tenê deng jê nayê.« [4650 qaso_sesev] Di vê navê re keniya, serê xwe berda ber xwe û dîsa dest pê kir: [4651 qaso_sesev] »Heylo weylo, ev Hesoyê hejhijî ku nikare bi qelsemêrekî wek Circîs re serî derxe, îcar tew hîn ew ê bikaribe bêemiriya çêwîş jî bike, lawê tirê! [4652 qaso_sesev] Berxan jê re nebe, kaviran, elokan, dîk û mirîşkan, hêkan jê re nebe, quzelqurtê jê re nebe baş e. [4653 qaso_sesev] Lêbelê ka ew mêrê wilo gubgub e! [4654 qaso_sesev] Gelo mêrekî wilo dilweqî û gunmezin li vê dinyayê heye! [4655 qaso_sesev] Bi tenê yek heye, ew jî Xwedê ye. [4656 qaso_sesev] Ji Xwedê pê ve kes nikare bi van segbavên tirkan. [4657 qaso_sesev] Keçê bi telaq ew jî hevalê wan e. [4658 qaso_sesev] Kes nabe hevalê qelsan, herkes dibe hevalê xurtan.« [4659 qaso_sesev] Sarê bi qahr rabû ser xwe û berê xwe da derî. [4660 qaso_sesev] Gava xwe avêt ku bimeşe, lê ne meşiya, di cih de li paş xwe fitilî û xwe bi ser Heso de daqûl kir: [4661 qaso_sesev] »Hêviya min ji wî rebê banî ku lingê te ê din jî bişikîne. [4662 qaso_sesev] Bes bi Xwedê re kufiriyan bike, wê Xwedê xanî bi ser me de biherifîne, rîhsipiyo. [4663 qaso_sesev] Ji çawîşê xwe re tu çi dibî bibe û bes xwe biberizîne Xwedê!« [4664 qaso_sesev] Heso mîna ku mar bireve bin, ji nişkê ve çeng bû, li Sarê nerî. [4665 qaso_sesev] Piştî ku got: [4666 qaso_sesev] »Erê erê Sarê!« û dîsa bi ken çûyê: [4667 qaso_sesev] »Kesî tu polê Xwedayê te ne firandiye ku tu xwe li ser dixeyidînî. [4668 qaso_sesev] Bi rastî divê mirov carina kufiriyan jî bike. [4669 qaso_sesev] Di kufiriyan de xêr û selamet heye. [4670 qaso_sesev] Eger ku ez bi Xwedê re ne kufirîbama, ez ê çawa bi xwe şiyar bûbama ku ez bi lingekî me! [4671 qaso_sesev] Howeh li vê ecêba kesnedîtî, ji êvar de em bîst, sih zilam li hev rûniştine, heryek ji me bi aqilê xwe tahtan diqelêşe û çewaleke gotin dike, lê nayê bîra kesî ji me ku lingê min fikyayî ye! [4672 qaso_sesev] Bi vî lingê fikyayî mirov wê çawa heta qereqola Sitilîlê bimeşe! [4673 qaso_sesev] Keçê tu çi wilo wek eskeran di ser serê min re sekiniyî, zimanê min ji tîna kişiya avinê bide min!« [4674 qaso_sesev] Sarê bi lez ber bi serşokê de çû. [4675 qaso_sesev] Satil tije av bû. [4676 qaso_sesev] »Kuro Heso ez tasê nabînim. [4677 qaso_sesev] Ne be ku ji vê civata îşev hinekan jê tasa me dizî be?« û li dor xwe nerî. [4678 qaso_sesev] »Ê hema bi telaq ku hinekan ew tasa me ya delal dizîbe, ez ê sedûbavekî ji wan çêkim. [4679 qaso_sesev] Min ew tasa sifrînî ji sifirkerên Mêrdînê, tam bi pênc wereqeyan kirîbû. [4680 qaso_sesev] Du ritil av diçûnê...« [4681 qaso_sesev] Tas di navbera Sarê û Heso de li ser çementoyê bû. [4682 qaso_sesev] Dema ku wî av xwestibû, ziq li ava hindurê tasê nerîbû. [4683 qaso_sesev] Binê tasê bi hindur de kubyayî bû, tibabê bihustekê fireh û bi qasî tiliyekê jî bilind bû. [4684 qaso_sesev] Gava ku mirov bi destekî av pê vedixwar, kubika wê li bêvila mirov disekinî, avê xwe bi aliyekî de berdida, mirov jî ji mecbûrî fir dikir. [4685 qaso_sesev] Tas li himamên Mêrdînê bi kar dihat. [4686 qaso_sesev] Lê Heso ew ji Ebû Şeqloyê sifirker bi hesabê ku avê pê vexwin, biha kirîbû. [4687 qaso_sesev] Li gor wî tiştekî pir luks bû. [4688 qaso_sesev] Sarê piştî ku poşmaniya xwe anî: [4689 qaso_sesev] »Hiş di serê me de nemaye, me gunehê xelkê jî hilanî«, rahişt tasa tije av dirêjî destê Heso kir û dîsa li pêşberî wî rûnişt. [4690 qaso_sesev] Derdora tasê bi carekê ve ji rûn dibiriqand. [4691 qaso_sesev] Temamê civatê av pê vexwaribû, bêhna zinix jê difûriya. [4692 qaso_sesev] Heso piştî ku çar qurt li avê xistin »ohyan« got û hema wilo bi gotina xwe re domand: [4693 qaso_sesev] »Erê kuro li vê ecêbê, belkî herkes xurifî bû, ma ez çawa bîr nabim ku lingê min fikyayî ye! [4694 qaso_sesev] Eger me bizanîba ku sibe sersal e, ehmeqekî ez bi vî lingê min ê fikyayî agahdar kiribama, ma min kengî ev barê gilîkirinê digirt ser pişta xwe. [4695 qaso_sesev] Tobe tobe ya rebî! [4696 qaso_sesev] Ev bêhişiya min hemû ji destê Circîsko ye!« [4697 qaso_sesev] Sarê bi ruyekî sar û qermiçî: [4698 qaso_sesev] »Nizanim bê tu çima xwe ewqasî zivêr dikî, lo. [4699 qaso_sesev] Xem nake, kêmaniyek bû, we kir. [4700 qaso_sesev] Îcar pêwîst nake tu vê meseleyê ewqasî mezin bikî. [4701 qaso_sesev] Tiştê çû mede dû, Xwedê ji te razî. [4702 qaso_sesev] Ne mirin e ku ra lê nebe.« [4703 qaso_sesev] »Çawa yanî ne mirin e ku ra lê nebe? [4704 qaso_sesev] Ma tu dixwazî ez çawa bikim?« [4705 qaso_sesev] Di vê navê re dengê ewte ewta çend kûçikan ji tara jêrê dihat. [4706 qaso_sesev] Bi dengê kûçikan re Heso gotin birî û bi xof li Sarê nerî! [4707 qaso_sesev] Lê Sarê jî bêî ku pacê veke, li ber pacê ser pêyan sekinî û guhê xwe da ser kûçikan. [4708 qaso_sesev] Bêhnek ne çû, deng ji Doguj jî hat. [4709 qaso_sesev] Doguj mîna ku bi dû dizan bikeve, bi hime him xwe dadida. [4710 qaso_sesev] Dilê wî sivik sivik lê xist: [4711 qaso_sesev] »Keçê pîrê, ev dengê Doguj e. [4712 qaso_sesev] Ev kûçik vala nareyê. [4713 qaso_sesev] Ne be ku Circîsko esker anîbin ser me an Circîsko ji gilî vegeriyabe?« û lihêf bi ser serê xwe dakir. [4714 qaso_sesev] Gelek ne çû deng ji kûçikan biliya. [4715 qaso_sesev] Lê Heso hîn jî lihêf ji ser xwe ne avêtibû. [4716 qaso_sesev] »Kuro ma tu raza? [4717 qaso_sesev] Rabe ser xwe, çend gotinên min mane, ez ê wan jî ji te re bibêjim û herim razêm.« [4718 qaso_sesev] »Bibêje pîrika Reşo, bibêjbê bê tu ê çi xweliyê li serê min kî!« [4719 qaso_sesev] »Sibehê bi xêr li bergîla xwe siwarê, dîkekî elokan bi xwe re hilîne û here ba çêwîş. [4720 qaso_sesev] Ji xwe wek ku me gotibû, eger Circîs tu gilî ne kiribe, hûn ê jî vê çûna xwe ji çêwîş re bi haweyê serdana sersalê bînin zimên û hew.« [4721 qaso_sesev] Heso ji nişkê ve lihêv ji ser xwe avêt. [4722 qaso_sesev] Bi hêrs kulma xwe li doşekê xist, toz ji doşekê bi ser ruyê wî de bilind bû. [4723 qaso_sesev] Kuxiya. [4724 qaso_sesev] Kuxuka wî ne sekinî. [4725 qaso_sesev] Lê wî guh neda kuxukê û zorî da xwe: [4726 qaso_sesev] »Keçê ma tu nizanî ku bi kavir û beran û gîsk û nêriyan em diçin serdana çawîş û midîrê Stilîlê, hi! [4727 qaso_sesev] Ma me di kîjan rojê de, ji wan re bi elokê re beran ne biriye ku tu xwe wilo li ehmeqî datînî û xaşomaşo dipeyivî! [4728 qaso_sesev] Li dera ha rûne û li min guhdar bike, bê ji roja ku gundê Stilîlê bûye nihye û heta niha, min bi destê xwe çend pez ji segbavê midîr û çawîşan re birine, ez ê dîsa hemî yek bi yek di bîra te de bînim. [4729 qaso_sesev] Belkî pêncî carî ku ez vê meseleyê ji te re bi dar ve dikim, bila vê carê jî bibe pêncî û yek, qey ev jî qedera me ye bavo...« [4730 qaso_sesev] Sarê û Heso her sal berî cejna Remezanê û Qurbanê bi mebesta ku Heso pezekî ji çawîş re nebe, wek şêr û piling li ber hev pandibûn û bi gotinên dijwar radihijtin hev. [4731 qaso_sesev] Sarê jineke merd û ewqasî jî berberçî bû. [4732 qaso_sesev] Çavtengî li dor peyde ne dibû. [4733 qaso_sesev] Ji ber vê merdî û mêraniya wê, dost û dijmin, temamê gundiyan qedir û qîmet didanê. [4734 qaso_sesev] Lê ji eskeran pir bi kîn bû. [4735 qaso_sesev] Qet ne dixwest ku ne ji mala wê û ne jî ji mala gundîyekî firingek bigiha destê eskerekî. [4736 qaso_sesev] Her sal hin alîgirên Berzanî gava li herêmê bi dizî pere didan hev, Sarê berî ku van alîgiran ji mala xwe bi rê bike, pêşî digel gundiyên hevalbend li odê bi civatî rûdiniştin û hesabê ku di sala çûyî de çend mirîşk, dîk û elok û pez û hwd. [4737 qaso_sesev] gihabûn çêwîş, dikir. [4738 qaso_sesev] Bihayê mirîşk, dîk û elok û pezên ku gihabûn çêwîş li hesêb dixist, hemû dikir pere û di-da alîgiran. [4739 qaso_sesev] Ev pere jî bi mebesta ku Berzanî şer bi tirkan re dikir dida. [4740 qaso_sesev] Alîgiran wilo xistibû serê wê. [4741 qaso_sesev] Heso jî wek wê ji eskeran bi kîn bû. [4742 qaso_sesev] Lê wî, dan û sitendina bi eskeran re mecbûriyeteke mezin didît. [4743 qaso_sesev] Eger wî jî wek Sarê kiriba, belkî tu carî nikarîba li gundê Zorava rûnişta. [4744 qaso_sesev] Ji ber ku serokatiya herêma ku ew lê rûniştîbû, eskeran dikir. [4745 qaso_sesev] Li vê herêmê hebûn û nebûna mirov, hemû bi insafa esker û polîsan ve hatibû girêdan. [4746 qaso_sesev] Tirkan hemû dezgehên dewletî li herêmê damezirandibûn, lê berpirsiyarê hemiyan jî esker û polîs bûn. [4747 qaso_sesev] Muxtarên gundan, reyisê belediyan û hwd. [4748 qaso_sesev] hemû li ser daxwaza komutan û komîsêran dihatin hilbijartin. [4749 qaso_sesev] Xelkê herêmê mîna ku di demên raborî de bêş didan axan, wilo bêş didan midîr û komutanan. [4750 qaso_sesev] Di navbera salên 1930 û 1940î de ku dewlet li herêma omeriyan tam hakim dibe, îcar bi navê »Eyda Çawîş û Midîrê Stilîlê«, bêdevjeng salê du caran ji bo midîr û komutên di cejna Remezan û Qurbanê de pere didan hev. [4751 qaso_sesev] Dûv re piştî demekê, li ser emirê midîr û komutên, muxtaran vê carê jî bi sebeba »Cejna Komarê« salê sê caran pere dan hev. [4752 qaso_sesev] Talana ku di herêmê de dibû, di nav komutanê hidûd, yuzbaşiyê tabûra Nisêbîne, başçawîş û Midîrê Sitilîlê de par ve dibû. [4753 qaso_sesev] Hertiştên xwe bi şêwir û tifaq dikirin. [4754 qaso_sesev] Cezê nedana bêşê, giran bû. [4755 qaso_sesev] Mirovê dema ku bêş qebûl ne kiriba, ji teref komutên êşkenceyeke mezin didît. [4756 qaso_sesev] Muxtarê gundê Cinata Girdo carekê ji ber ku bêşê bîst rojan dereng tîne meqamê komutên, komutan wî sê seetan bi darê ve dadiliqîne. [4757 qaso_sesev] Heso ji destê midîr û komutanên qereqola Stilîlê pir kişandibû. [4758 qaso_sesev] Malê wî pir xwaribûn. [4759 qaso_sesev] Êşkence pê kiribûn. [4760 qaso_sesev] Ew di nezazaretxana qereqolê de gelek rojan bênan û av hiştibûn. [4761 qaso_sesev] Ji ber van sedeman bû ku wî, navê temamê midîr û çawîşên ku hatibûn Stilîlê bi carekê ve ezber kiribûn. [4762 qaso_sesev] »Ez naxwazim li te guhdar bikim. [4763 qaso_sesev] Bûye nîvê şevê. [4764 qaso_sesev] Eger ez xwe bikim wek te û li te guhdar bikim wê li me bibe sibeh. [4765 qaso_sesev] Min çi ji te û çawîş û mawîşa ye! [4766 qaso_sesev] Xwedê bike tu malê xwe hemî bide wan teresan, wey bimir!..« [4767 qaso_sesev] Heso piştî ku got »Baş e baş e, ez ê bi çend gotinên girover kin lê bixim«, rabû ser kabokan. [4768 qaso_sesev] Ji kûraya kezebê keserek veda, serê xwe hejand û bi herdu destan tewirand: [4769 qaso_sesev] »Di roja ku romiyan navê xwe li gundê Stilîlê kir û ji çawîşê qereqolê mezintir midîrek anîn vî gundî, guran li ba şikefta Kunheftarê tam nozdeh mîhên me kuştibûn. [4770 qaso_sesev] Ez wê tarîxê qet ji bîr nakim, Sarê. [4771 qaso_sesev] Îcar ji wê rojê û heta niha, tam hivdeh midîr û bîst û neh qomandar li Stilîlê bi cih û war bûne...« [4772 qaso_sesev] »Heso, niha ne wextê vî hesabî ye. [4773 qaso_sesev] Şev derbas bû. [4774 qaso_sesev] Hinekî ji xwe re razê ku tu bi wext xwe bigihînî qereqolê.« [4775 qaso_sesev] Heso xwe aciz kir. [4776 qaso_sesev] »Keçê bihêle, ez gotina xwe biqedînim! [4777 qaso_sesev] Şev derbas bû bi esfelesafilîn kirî, weh!..« [4778 qaso_sesev] Sarê xwe bi ser hev de guvaşt, devê xwe tije kir ku bipeyive, Heso rê nedayê. [4779 qaso_sesev] »Di roja ku romiyan navê Sitilîlê kiriye ‘Akarsu’ û heta niha, min 33 beran, 24 kavir, 13 nêrî û 18 gîsk dane midîr û çawîşan. [4780 qaso_sesev] Îcar bi dest pereyên ku min dane wan, ji xwe nayên tu hesaban! [4781 qaso_sesev] Lawên teresan ji kîsê me, hemû bûn xwediyên milyonan!..« [4782 qaso_sesev] Ew hîn wilo diaxivî, Sarê rabû ser xwe û destên xwe bi hev firkandin. [4783 qaso_sesev] Piştî ku bêhnekê wilo sekinî ma: [4784 qaso_sesev] »Hema bêbeleyeke mezin ev tav jî di ser me re derbas bûbûya, ya rebî« û berê xwe da xaniyê malê. [4785 qaso_sesev] Bûbû derengî şevê. [4786 qaso_sesev] Reşaya ewran xwe berdabû ser gundê Zorava, ji bestê gund xuya ne dikir. [4787 qaso_sesev] Çemê ku bi ro li dor du metroyan rabûbû ser xwe û mîna aşan deng dida, dapiçiyabû. [4788 qaso_sesev] Bi zorê dengê destarekî jê dihat. [4789 qaso_sesev] Kûçik ne direyan. [4790 qaso_sesev] Herder bêpêjin bû. [4791 qaso_sesev] Lê Heso hîn jî raneketibû. [4792 qaso_sesev] Xwe serpiştkî vezilandibû, ziq li maxên bin zikê odê dinerî û ji kûr û dûr difikirî. [4793 qaso_sesev] Banga sibehê lê xistibû. [4794 qaso_sesev] Ji çiyê qebeqeba kewan dihat. [4795 qaso_sesev] Mijê xwe berdabû ser gund. [4796 qaso_sesev] Bê ne dixurbiland, lê dîsa jî sar bû. [4797 qaso_sesev] Ji mijê qelaçên gund diyar ne dikirin. [4798 qaso_sesev] Deng ji çem biliya bû. [4799 qaso_sesev] Çem mîna marekî teyar bêpêjin diherikî. [4800 qaso_sesev] Çûkên beytik serê xwe di hêlînan re derdixistin û dîsa dikişandin hêlînan. [4801 qaso_sesev] Cesaret ne dikirin ku bifirin. [4802 qaso_sesev] Dîkan bang didan. [4803 qaso_sesev] Yekdengan çêlek dioriyan. [4804 qaso_sesev] Kebaniyên malan hîn ji xew ranebûbûn. [4805 qaso_sesev] Dixan ji hilorîkan ne diçû. [4806 qaso_sesev] Melê gund dîsa azan nedabû. [4807 qaso_sesev] Li ser rêya Îpekê çûn û hatin tune bû. [4808 qaso_sesev] Eskeran xwe ji tabiyan bernedabûn. [4809 qaso_sesev] Ji mala Heso, Sarê berî herkesî şiyar bû. [4810 qaso_sesev] Kirasekî gewr î gulgulî bi ser taziyê xwe de berda. [4811 qaso_sesev] Li benikê pişta xwe geriya, çavê wê bi hepiriya Meyroyê ket. [4812 qaso_sesev] Bêmefer destê xwe dirêjî hepiriyê kir û bi yek tûşê newqa xwe girêda. [4813 qaso_sesev] Kirasê wê ji newqê û berjor de hawêrdor mîna balonekê nepixî. [4814 qaso_sesev] Ji nepxa kirês û qermîçonkên hûr, vekirî diyar dikir ku newqa xwe çendî bi ser hev de şidandiye. [4815 qaso_sesev] Barşewala rabûbû ser xwe. [4816 qaso_sesev] Bêderpî raza bû. [4817 qaso_sesev] Avika Heso gihabû derpiyê wê. [4818 qaso_sesev] Li gor dînê wan, derpî herimî ya jî mekrûh bûbû. [4819 qaso_sesev] Hîn bi şev derpî li hev pêçabû û xistibû bin balîfa xwe ku bi roj bişo. [4820 qaso_sesev] Ber bi derî de bazda û mîna ku tiştekî xwe ji bîr kiribe ji nişkê ve sekinî. [4821 qaso_sesev] Pêşî li texma ku zarok raketîbûn, nerî. [4822 qaso_sesev] Dûv re xwe bi ser çongan de tewand û di şibakê re li der ve temaşe kir. [4823 qaso_sesev] Ji mijê her der wek hêkê sipî xuya dikir. [4824 qaso_sesev] Bi dû ku got, »Li min pepûkê berf bariyaye! [4825 qaso_sesev] Wê Heso di vê berfê de çawa here nig çêwîş!« û xwas xwe çeng kir hewşê. [4826 qaso_sesev] Da nav pirikê û ber bi odê de meşiya. [4827 qaso_sesev] Gavên xwe fireh û sivik avêtin. [4828 qaso_sesev] Ji çelpe çelpa lingên wê pirik bi ser çîman û kirês de dipekiya. [4829 qaso_sesev] Kirasê debixî, ji qilêrê bûbû wek şemedanê, av ne dikişand. [4830 qaso_sesev] »Heso Heso qiriko, rabe ser xwe, ro hilat!« [4831 qaso_sesev] Heso digel ku hişkiling ketibû dîsa jî hetanî derengî şevê raneketibû. [4832 qaso_sesev] Xwe bi xwe civat çêkiribû. [4833 qaso_sesev] Geh çawîş dianî gund, geh ew diçû nig çêwîş geh Circîs li ba çawîş didît geft li hevalbendên xwe dixwar û digot, »Hela ez xericîm, min nezanî kir û ez ne çûm gilî, ma we çima bi a min kir û hûn ne çûn gilî?..« Bi vê taswasê raketibû. [4834 qaso_sesev] Xew lê giran bûbû. [4835 qaso_sesev] Du balîf xistibûn bin serê xwe û li ser piştê di xew re çûbû. [4836 qaso_sesev] Balîf ji ser hev çûbûn: Yek ber bi piştê de û yek jî bi ser çementoyê de şemitîbû. [4837 qaso_sesev] Te digot qey bazinê situyê wî xiliyabû, qotê serî bêlept û senede li hewa sekinîbû. [4838 qaso_sesev] Devê wî mîna zîhayekî birçî ji hev vekirîbû. [4839 qaso_sesev] Ji kortika qirika xwe hewa distend. [4840 qaso_sesev] Lê ew jî bi zor. [4841 qaso_sesev] Kefinc bi devê wî ketibû. [4842 qaso_sesev] Rîh û simbêlan ji kefincê wek dara ku di bin berfê de bimîne, xuya dikir. [4843 qaso_sesev] »Kuro Heso hey agir bi mala bavê keto, zû rabe ser xwe!..« [4844 qaso_sesev] Sarê hişk bi milê wî ê çepê girt û bi hêrs hejand. [4845 qaso_sesev] Heso veciniqî. [4846 qaso_sesev] Nehişî çeng bû, rabû ser xwe û bi dengekî pêt got: [4847 qaso_sesev] »Ez xulamê jina te bim begê min, tu ê bes li min bidî, te ez bi lêdanê kuştim!« [4848 qaso_sesev] »Kuro begê çi! [4849 qaso_sesev] Ez Sarê me, Sarê!« [4850 qaso_sesev] Heso giriya û çarmêrkî rûnişt. [4851 qaso_sesev] Bi kirasê jina xwe girt, lingên wê maçî kirin û dîsa bi kelûgirî axivî: [4852 qaso_sesev] »Begê min, ez kûçikê ber deriyê te bim, hema vê carê min bibexişîne ma qey wê çi bibe! [4853 qaso_sesev] Ûy ûy ûy!..« [4854 qaso_sesev] Sarê piştî ku got: [4855 qaso_sesev] »Hey min xweliya heft welatan li serê te kiro, qaşo tiro zilam e« û bi bazdan ji odê derket. [4856 qaso_sesev] Meyro xwe li ser tenişta rastê pal dabû û zaroka xwe şîr dida. [4857 qaso_sesev] Temo kelefekî wê xistibû nav şeqên xwe. [4858 qaso_sesev] Herdu çepilên xwe di newqa wê re derbas kiribûn, devê xwe bi movikên pişta wê ve didewisand û ew bi ser xwe de diguvaşt. [4859 qaso_sesev] Dixwest wê maçî bike, têhna wî ne dişikest, îcar dev lê dikirê. [4860 qaso_sesev] Ji girêza devê wî pişta jinikê şil bûbû. [4861 qaso_sesev] Wê jî xwe di nav çepilên wî de xiloxavî kiribû. [4862 qaso_sesev] Mijandina memikan di hisên şehwetê de tevgeriyabûn û bêhemdî xwe ji navikê û ber jêr de hertiştê xwe jê re berdabû. [4863 qaso_sesev] Ji helke helka wê, temamê qul û qulikên di canê wê de vebûbûn, can di cên de wek asfincê dimijt. [4864 qaso_sesev] Xwêhdaneke hûr bi eniya wê ketibû. [4865 qaso_sesev] Rehên sitû dijenîn, reh bel bûbûn. [4866 qaso_sesev] Di lepta tilmiqûnan de lêvên wê diricifîn. [4867 qaso_sesev] Tilmiqûnan kiribû seyran. [4868 qaso_sesev] Ji reqsa mijankan dixuya ku di jêr û ber jêra wê de çawa xunav dibare. [4869 qaso_sesev] Eger di vê bêhnikê de Sarê ne hatiba, ji sedî sed vê jinikê Temo radikir govendê. [4870 qaso_sesev] Sarê bêhnçikyayî got: [4871 qaso_sesev] »Keçê Meyro zû deyl Temo bike!« û ber bi dergûşê de meşiya. [4872 qaso_sesev] Temo ji nişkê ve xwe da ser hev. [4873 qaso_sesev] Kaboka wî li kêleka Meyro ket, Meyro xûz bû û barînî bi zarokê ket. [4874 qaso_sesev] »Dîsa çi tofan li me rabûye pîrê!« [4875 qaso_sesev] »Zû rabe ser xwe ku dibêje çi tofan li me rabûye, tofana herî mezin li me rabûye, bavê te dîn bûye!..« [4876 qaso_sesev] »Tu çi dibêjî lê? [4877 qaso_sesev] Bavê min çawa dîn bûye!« [4878 qaso_sesev] »Kuro wilehî din bûye, ma qey tu ji min yeqîn nakî? [4879 qaso_sesev] Mêro, min li ber çavên xwe wek çêwîş dibîne. [4880 qaso_sesev] Dest û lingên min maçî dike, xwe diavêje tor û bextê min û dibêje ‘Begê min, qomandarê min, ez kûçikê te bim, min bibexişîne..’« [4881 qaso_sesev] Temo bi van gotinan ji tesîra şahwetê derket û xwe da ser hev. [4882 qaso_sesev] Rahişt mîkutkê Nêrgizê bi hêdî li dergûşê xist û beşişî: [4883 qaso_sesev] »Yadê, niha tu bi qedirê Xwedê kî, bavê min bi rastî ji te re gotiye ‘begê min’ hi?« [4884 qaso_sesev] »Lo lo te porê yadê kur kiro, xwezîka hema bi tenê bi qomandar ba jî! [4885 qaso_sesev] Ji aş û baş dabû nav û digot...« [4886 qaso_sesev] Dema ku Temo û diya xwe ketin hindurê odê, Heso pala xwe dabû dîwêr û difikirî. [4887 qaso_sesev] Dizanîbû ku tiştek lê qewimiye, lê çi tişt e tê dernedixist. [4888 qaso_sesev] »Yabo xwe pev bixe, bû dereng. [4889 qaso_sesev] Ma te xwe ji bîra kir ku tu û Hemo hûn ê bi sariya sibehê re biçûna nig çêwîş?« [4890 qaso_sesev] Heso di bin çavan re awir dan Sarê. [4891 qaso_sesev] Çavên xwe tibabekî ji ser ne guherand. [4892 qaso_sesev] Dûv re hilda xwe ku rabe, nikarîbû. [4893 qaso_sesev] Wek dînan li dor xwe nerî: [4894 qaso_sesev] »Esas dijminê min ê mezin di mala min de ye« û berê xwe da Sarê û vê carê jî bi dengê bilind: [4895 qaso_sesev] »Keçê ma te nizanîbû ku min ê bi şeveqê re xwe bigihanda ba quzelqurtê çêwîş! [4896 qaso_sesev] Te çima deyl min ne kir?..« [4897 qaso_sesev] Sarê mîna ku ji hertiştî bêhayî be, tena tena ber bi satila avê de meşiya. [4898 qaso_sesev] Hûçikên wê ên dirêj û vekirî mîna tûmên şahfela bi dû cencerê ve xwe berdabûn ser çementoyê, çemento dialast û bi dû de dikişiyan. [4899 qaso_sesev] Tas di hindurê serşokê de bû. [4900 qaso_sesev] Xwe bi ser tasê de daqûl kir, çena wê li dîwarê dikê ket. [4901 qaso_sesev] Mîna ku çena wê li dîwêr ne ketibe, tişt li xwe çênekir, bêdeng rahişt tasê û bi kirasê xwe paqij kir. [4902 qaso_sesev] Tas di satilê dakir û ber bi Heso de çû: [4903 qaso_sesev] »Vê avê vexwe belkî hişê te bê serê te.« [4904 qaso_sesev] Heso serê xwe tam rakir û ziq li ruyê wê nerî. [4905 qaso_sesev] Xwe bi ser hev de hilqerast û qiriçand. [4906 qaso_sesev] Ji halê wî xuya dikir ku ne dixwest gotinên çort bi Sarê re bike. [4907 qaso_sesev] Bi destekî ferşê kaboka xwe zeft kir, destê din bilind kir û hejand: [4908 qaso_sesev] »Xweha Circîsko îcar çi ye? [4909 qaso_sesev] Ma qey tu dixwazî ez bibim kafir? [4910 qaso_sesev] Di vê rojiya remezanê de ez ê çawa avê vexwim!« [4911 qaso_sesev] »Kuro tu xurifiyî xurifî, here ba şêx û mişayixan bila ji te re niviştekê çêkin. [4912 qaso_sesev] Bavê Luqman te aqilê xwe berdaye...« [4913 qaso_sesev] Wî ne hişt ku ew dawiya gotina xwe bîne, destê xwe li tasê da û av hemû bi ser de rijiya. [4914 qaso_sesev] Xwe qulipand ser piştê, qotê serê wî li dîwarê odê ket. [4915 qaso_sesev] »Ay yabo! [4916 qaso_sesev] Lo Xwedê, qey bi rastî tu ne li ser edaletê yî! [4917 qaso_sesev] Ez ji bo te rojiya xwe naxwim û tu jî serê min li dîwaran dixî, ha!..« [4918 qaso_sesev] Sarê bi lez ji hindur derket. [4919 qaso_sesev] Temo xwe ne girt pirqînî pê ket û zorî da ken. [4920 qaso_sesev] »Lawê kerê, ev çi hewala we ye îro! [4921 qaso_sesev] Diya te ji xwe fedî neke avê bi ser min dadike û tu jî bi min dikenî! [4922 qaso_sesev] Ma wê çima jinik ji xwe fedî bike, yabo qurbano, insanê ku mirov nîh...ê û ji xwe fedî ne kir, ne taseke av, dikare kûzeke av bi ser mirov de dake. [4923 qaso_sesev] Xanima diya te niha av bi ser min de dakir û êvarê jî wê min berde ser xwe. [4924 qaso_sesev] Ha ji te re birako, pîrek ev e ha.« [4925 qaso_sesev] »Bavê min ê delal, xwe ewqasî zivêr neke, lê tu li diya min neheqiyê dikî. [4926 qaso_sesev] Îro ne Remezan e, te rojiya çi girtiye?« [4927 qaso_sesev] Heso bi van gotinan mîna ku tu cerek ava qerisî bi ser dakî, di cihê xwe de sar bû. [4928 qaso_sesev] Serê xwe berda ber xwe û bêhis û pis sekinî. [4929 qaso_sesev] Piştî ku bêhnekê ponijî, keniya: [4930 qaso_sesev] »Wey li aqilê min û bavê min be, Xwedê serê min li dîwaran dixe û ez dîsa jî bi ser hişê xwe ve nayêm. [4931 qaso_sesev] Xwedê dixwaze min şiyar bike û Sarê dike horî, tasek ji ava kewserê dixe destê Eynulheyata min ku ez ji destê wê vexim û bibim horiyê wê ê nêr. [4932 qaso_sesev] Û dîsa jî ez bi xwe şiyar nabim. [4933 qaso_sesev] Bi rastî di vê sibeha sersalê de, ez jî wek gelek şêxên kurkur e dikarîbûm bifiriyama ezmanan...« [4934 qaso_sesev] Heso çiqasî digot, Temo jî ewqasî dikeniya. [4935 qaso_sesev] Şerwalekî gewr î bi navran li xwe kiribû. [4936 qaso_sesev] Şerwal li ser navikê şidandibû. [4937 qaso_sesev] Gava ku dikeniya zikê wî ê bel wek kodika êş dihejhijî. [4938 qaso_sesev] »Yabo, bi van henekan tu dixwazî gotinê ji ser xwe biqulipînî, min bike hevalê xwe ku bi zanatî te xwe li dînitiyê daniye û dînitiya xwe wek jîrîtiyê bi min bide qebûlkirin. [4939 qaso_sesev] Lê ez bawer nakim ku tu ê bikaribî vê yekê bi diya min bide daqurtandin. [4940 qaso_sesev] Xweha Circîs pîrekeke yeman e!..« [4941 qaso_sesev] Ew hîn wilo diaxivîn, Hemo qapûtê wî di dest de û kete devê derî. [4942 qaso_sesev] »Weh weh, ev çi ye apo! [4943 qaso_sesev] Tew min digot qey ez dereng mame, apê min deyl ji min kiriye û çûye. [4944 qaso_sesev] Zarok sersala xwe didin hev, ro qamekê hilatiye û hîn jî tu di nav livînan de yî. [4945 qaso_sesev] De zû zû xwe kar bike, te li me kire dereng!« [4946 qaso_sesev] Heso piştî ku ji Temo re,« Ji min re taseke av bîne«, li Hemo nerî. [4947 qaso_sesev] Qutiya tûtinê avêt ber û got: [4948 qaso_sesev] »Bavê mino, hêdî hêdî bêhna xwe fireh bike. [4949 qaso_sesev] Ne tu di şer de yî û ne jî ez di cebhê de me. [4950 qaso_sesev] Em ê herin weh! [4951 qaso_sesev] Dereng be, wê çi bibe qey. [4952 qaso_sesev] Ez kerê Stenbolê berdim ser jina çêwîş, tiştê ku ji qûna wî û bavê wî tê bila texsîr neke. [4953 qaso_sesev] Ma ne hey lêdan e, hema bila li me bide. [4954 qaso_sesev] Erê, de ka bibêje bê çima te ew bedil li xwe kiriye? [4955 qaso_sesev] Dibêje qey em ê herin dawetê. [4956 qaso_sesev] Qerewat ji te kêm e, te qerewatek jî girêda...« [4957 qaso_sesev] Hemo bedilekî reş li xwe kiribû. [4958 qaso_sesev] Bedil hîn ji dema zavetiya wî de mabû. [4959 qaso_sesev] Di rojên ku diçû Nisêbînê û qereqola Sitilîlê li xwe dikir. [4960 qaso_sesev] Jina wî di her cara ku bedil dişûşt, pêşî dikeland. [4961 qaso_sesev] Bedil ji rengê xwe derketibû, nîvgewrî bûbû. [4962 qaso_sesev] Wek kîsê hesarê her derên wî bi qermîçonk û li hev tewyayî bû. [4963 qaso_sesev] Gava rûdinişt, pantor bi jor de hildikişiya, gurçikên çîmê di navbera gorê û delingan de wek serê zarokên heft rojî xuya dikirin. [4964 qaso_sesev] Qutikekî qedîfeyî sor di bin çakêt de li xwe kiribû. [4965 qaso_sesev] Berstika qutik û çakêt li hev geriyabûn, heta ku mirov ne çûba ber û tam bala xwe nedabayê, mirov tê dernedixist ku berstika qutik bi çakêt an a çakêt bi qutik ve ye. [4966 qaso_sesev] Qayiş di sê qulpikên şerwêl ên paş re derbas ne kiribû. [4967 qaso_sesev] Qutik ji pêş ve di bin qayişê û pantor de bû û ji paş ve di bin qayişê re xwe bi ser pantor de berdabû. [4968 qaso_sesev] Qayiş naylonî û sipî û bizmik mezenî bû. [4969 qaso_sesev] Bizmik tam li ser navikê rûniştibû, ji dûr ve wek nalekî diyar dikir. [4970 qaso_sesev] »Apo ma ne çêtir e ku ez bi bedil derkevim meqamê çêwîş? [4971 qaso_sesev] Bedil mirov kubar dide xuyakirin. [4972 qaso_sesev] Bila çawîş bizanibe ku em ne ji malbateke wilo hayela nin, em malbateke mezin û ji xwe razî ne...« [4973 qaso_sesev] Heso ji qahra nava xwe, bi guhikê lihêfê girtibû, tiliya xwe wek şûjinê di guhik de radikir û hirî dikişand. [4974 qaso_sesev] Geh ji qurm de bi rîha xwe digirt, çena xwe diheciqand û çavên xwe dikutkutandin. [4975 qaso_sesev] Te digot qey li ser mûristanê rûniştibû, di cihê xwe de habela diqeliqî. [4976 qaso_sesev] »Bes e bes e, te ez kirim heban! [4977 qaso_sesev] Eger hema tu du gotinên din bibêjî, bi Mishefa Reş ez ê ji hev belav bibim! [4978 qaso_sesev] Mêrik ji malmezina ye, kubar û ji xwe razî ye, hi. [4979 qaso_sesev] Bê çi qure ye. [4980 qaso_sesev] Tu li şerwalê wî, tu li çakêtê wî, tu li halê wî, tu li fiqrê wî binere. [4981 qaso_sesev] Yanî niha tu bi xwe dizanî ku tu bûyî wek lewleba meşkê. [4982 qaso_sesev] Aha doh bû, Circîsko demaçe li ser me vala kir...« [4983 qaso_sesev] »Yabo, pêşî xwirîniya xwe bişikîne û dûv re wê çixarê bikişîne.« [4984 qaso_sesev] »Dirêj neke! [4985 qaso_sesev] Metrehê li ser bergîlê baş bişidîne. [4986 qaso_sesev] Girikeke penêrê bi sîrik, du, sê pîvazan û çend nanan têxe tûrik. [4987 qaso_sesev] Ji pîrê re bibêje, eger bastêq mabe, du top pastêq û sê, çar çeng mewîj jî wekî din têxe kîsikekî û biavêje binê tûrik.« [4988 qaso_sesev] Temo wek pûtekî li ser lingan sekinîbû û bi hirmet li bavê xwe guhdar dikir. [4989 qaso_sesev] »Ha, kuro bise neçe, min a herî girîng ji bîr kiriye!« [4990 qaso_sesev] »Bibêje yabo.« [4991 qaso_sesev] »Tûtin tûtin! [4992 qaso_sesev] Lawê qahpikê çawîş, bi ser birîndariya me de dikare me şeş, heft rojan jî têxe zindana qereqolê. [4993 qaso_sesev] Di cihê teng de çixare sebir û wens e. [4994 qaso_sesev] Eger li malê kîsekî naylonî peyde nebe, bila pîrê tûtinê ji me re têxe kîsê şekir. [4995 qaso_sesev] Ha, berî ku tu here vê jî ji bîr neke, neh, deh tax pel jî têxe nav tûtinê.« [4996 qaso_sesev] Hemo çixare dipêçan. [4997 qaso_sesev] Haziriya ku bi rê de bikişînin, dikir. [4998 qaso_sesev] Gotina Heso pê beloq hat, keniya: [4999 qaso_sesev] »Apo ewqas tûtin û pel hewce nake. [5000 qaso_sesev] Ez bawer nakim ku çawîş me biavêje zindanê.« [5001 qaso_sesev] Heso hîn nîvê çixara xwe ne kişandibû, qûnika çixarê di nav lêvên xwe de bir û anî û bi serikên lêvan çixare pekand ser çementoyê. [5002 qaso_sesev] Li xwirînî çixare kişandibû. [5003 qaso_sesev] Ji devê wî bêhneke wek peza ku bi saxî di nav êgir de bikizire, dihat. [5004 qaso_sesev] »Tu bi qasî min van bêbavên romiyan nas nakî, Hemo. [5005 qaso_sesev] Nan û ava wan li ser kabên wan in. [5006 qaso_sesev] Romî çi ji camêriyê fêm dikin? [5007 qaso_sesev] Em ê dîsa jî bi tedbîr herin.« [5008 qaso_sesev] Hemo di dilê xwe de beşişî. [5009 qaso_sesev] Devê wî ji hev veziliya û çenawî a qewsikî bi jor de bilind bû. [5010 qaso_sesev] Destê xwe danî ser qebza demaçê û bi kubasên qewlikê demaçê lîst. [5011 qaso_sesev] Kubase girtin û vekirin. [5012 qaso_sesev] Wek beruyên ku di nav agirê sobê de biteqin, qupînî ji kubasan dihat. [5013 qaso_sesev] Di bin tesîra hinera demaçê de, bi haweyekî ji xwe razî peyivî: [5014 qaso_sesev] »Apo bi rastî tu mirovekî pir bi aqil î, romî bêbav in. [5015 qaso_sesev] Ji qenciyê tiştekî fêm nakin. [5016 qaso_sesev] Çawa ji wan re baş be wilo dikin« û keysa xwe li rûniştinê xweş kir. [5017 qaso_sesev] Bi lez xwêziya xwe daqurtand, xwest ku axavtinê bidomîne, lê Temo ji hewşê bi dengekî hêl bang kir: [5018 qaso_sesev] »Yabo hertişt temame, êdî hûn dikarin bi rê kevin.« [5019 qaso_sesev] Heso xwe da ser hev ku rabe, lê nikarîbû. [5020 qaso_sesev] Hemo mîna pisîkê xwe çeng kir ber û bi zendê wî ê rastê girt. [5021 qaso_sesev] Kete bin pala wî û ber bi derî ve meşiyan. [5022 qaso_sesev] Sarê di devê derî de pêrgî wan hat. [5023 qaso_sesev] Şerwal, qutik, êlek û şifqa Heso li ser milan û ferek qundera wî jî di destê wê de bû. [5024 qaso_sesev] Serê xwe hejand û liklikî: [5025 qaso_sesev] »Waweylê waweylê, kuro ev îro çi bi we hatiye, we aqilê xwe xwariye qey! [5026 qaso_sesev] Li min pepûkê Heso bi vî halî tu ê çawa here ba çawîş!« Heso milê xwe ê çepê da dîwêr. [5027 qaso_sesev] Pêşî ziq li lingê xwe ê pêçayî, dûv re jî li bejna xwe nerî û got: »Xweha Circîsko, halê min çawa ye qey? [5028 qaso_sesev] Ez wek bivir im, bivir.« [5029 qaso_sesev] Sarê dîsa keniya. [5030 qaso_sesev] Piştî ku ji Heso re got »Gotinê dirêj neke«, ket bin çepilê wî û ew kişand hindurê odê, li Temo û Hemo nerî û bi hêrs peyv domand: [5031 qaso_sesev] »Erê me fêm kir ku mezinê pizûriyan Heso beg, ji şevê din û vir ve xurifî ye. [5032 qaso_sesev] Lêbelê ma hûn jî xurifî ne ku hûn ê vî xurifiyê ha bi tena bêceme û fanêreyê sertazî bibin meqamê çêwîş!« [5033 qaso_sesev] Hemiyan li hev temaşe kir û bi aqilê xwe keniyan. [5034 qaso_sesev] Hemo destekî xwe danîbû ser demaça xwe, bi destekî jî devê xwe girtibû û habela di bin simbêlan re dikeniya. [5035 qaso_sesev] Sarê cilên Heso lê dikirin. [5036 qaso_sesev] »Kuro bêhna genî ketiye lingê te ê pêçayî. [5037 qaso_sesev] Vî mûyî ji ser lingê xwe biavêje.« [5038 qaso_sesev] Heso di nav lepên Sarê de bêtaqet ketibû. [5039 qaso_sesev] Mîna zarokekî sêwî ku li dikana beqêl binere, ne bikaribe tiştekî bikire û ne jî bi ser bavê xwe de bigrî, melûl melûl lê temaşe dikir. [5040 qaso_sesev] »Heso ez bi te re dipeyivim, bêhna miraran ji lingê te tê. [5041 qaso_sesev] Bi vî lingê genî çênabe ku tu here meqamê çêwîş, eyb e. [5042 qaso_sesev] Çawîş wê henekên xwe bi te bike, tu ê piçûk bikevî.« [5043 qaso_sesev] »Oh tu jî lê, lingê min pir dixwire. [5044 qaso_sesev] Ev jî tê wê manê ku ez ê zû rehet bibim. [5045 qaso_sesev] Cebarê cihê xwe girtiye, xwir elemeta cebarê ye. [5046 qaso_sesev] Ev ne karê te ye, li ser tiştekî din bipeyive.« [5047 qaso_sesev] Wî dixwest ku Sarê, behsa mêraniyê bike û nav tê bide. [5048 qaso_sesev] »Baş e, goreke hirî bikişîne ser, hema çawa be gore wê hinekî bêhnê bigire.« [5049 qaso_sesev] »Keçê bi wê Mishefa Reş tu bi aqil î, lê. [5050 qaso_sesev] Bê kê bîra vê yekê dibir, kuro! [5051 qaso_sesev] Zû ji min re gorê bîne û bila devê te jî hîç nesekine.« [5052 qaso_sesev] Temo bi hefsarê bergîlê girtibû û di nav pirikê de sekinîbû. [5053 qaso_sesev] Bergîlê her ji bêhnikekê simên xwe li erdê dixistin, pirik li derdorê belav dibû. [5054 qaso_sesev] »De ka wê bergîlê hinekî ber bi dikê de bîne, ku dîsa pîra diya te qerfên xwe bi me neke. [5055 qaso_sesev] Bi rastî ku ne ji pîrê be halê min tune ye. [5056 qaso_sesev] Pîrê xeleka navbera hindur û derve ye. [5057 qaso_sesev] Ez bi hinera aqilê wê incex dikarim xwe li tena bigirim.« [5058 qaso_sesev] Ruyê Sarê bi van gotinan mîna gulekê vebû. [5059 qaso_sesev] Devê wê bihustekê ji ser hev çû. [5060 qaso_sesev] Zor da xwe ku nekene, lê dîsa jî hinekî teriqand. [5061 qaso_sesev] Kitana xwe da ber devê xwe û bi haweyekî kubar got: [5062 qaso_sesev] »Devê te xweş be pîro. [5063 qaso_sesev] Hinekî bilezînin rêya we dûr e« û girikeke penêr û hefsarê bergîlê da dest Heso. [5064 qaso_sesev] Kîsekî çapanî di dest Hemo de bû. [5065 qaso_sesev] Çarox girêdabûn û qundera xwe jî xistibû kîs. [5066 qaso_sesev] Bêqapût bû. [5067 qaso_sesev] »Ew çi kîsê di destê te de ye birazî?« [5068 qaso_sesev] »Qundera min tê de ye apo. [5069 qaso_sesev] Bi xêr gava ku em gihan Stilîlê, ez ê çaroxan deynim qunderê girêdim û derkevim himber çêwîş, da bizanibe em ne mirov in hov in; bi çavên maqûlan li me binere û hinekî bi terbiye bi me re bipeyive...« [5070 qaso_sesev] Ew hîn wilo diaxivî, Sarê bêhnçikyayî bazda hindurê malê. [5071 qaso_sesev] Hilmek ne çû, ji hindur derket. [5072 qaso_sesev] Kurkê Heso û çefiya wî li ser milê wê bûn. [5073 qaso_sesev] Du şev berê gava Heso bi kurk derketibû hewşê guh dabû ser qaçaxçiyan û di nav pirikê de ketibû, kurk di heriyê de mabû. [5074 qaso_sesev] Sarê kurk ne şûştibû. [5075 qaso_sesev] Di devê deriyê hewşê de giha Heso. [5076 qaso_sesev] »Lo lo pîro, hey te xwelî li serê min kiro, ma tu ê çawa di vê qir û qefalê de bêkurk bide ser rêyan!..« [5077 qaso_sesev] Heso û Hemo bi rê ketin. [5078 qaso_sesev] Sarê jî taseke av bi dû wan de rijand. [5079 qaso_sesev] Heso henekê xwe bi aqilê wê kir: [5080 qaso_sesev] »Pîrê tasek hindike, satilekê birijîne ku oxira me tam hilê. [5081 qaso_sesev] Howeh ev pîrek çiqasî bêaqil in!« [5082 qaso_sesev] Ro tibabekî bilind bûbû. [5083 qaso_sesev] Mija ku berî niha bi seetekê her der nixumandibû, belav bûbû. [5084 qaso_sesev] Ewr li rajorê çiyê di ser hev re diqulipîn û ber bi deştê de digindirîn. [5085 qaso_sesev] Reşêle û qijakan xwe berdabûn ser sergoyan. [5086 qaso_sesev] Xortan xefk li ber wan vedabûn. [5087 qaso_sesev] Hinekan jî li ser sêncan şaqûl vedabûn. [5088 qaso_sesev] Zarokan kincên xwe ên herî xweşik li xwe kiribûn; di gasînên gund de wek kulîlkên biharê rengareng xuya dikirin. [5089 qaso_sesev] Garankî dabûn dû hev, heryek kîsikek di destê wî de bû û mal bi mal li şekirê sersalê digeriyan. [5090 qaso_sesev] Pê li destûrên kal û bavên xwe kiribûn. [5091 qaso_sesev] Mê û nêr bi hev re dilîstin, dikeniyan, diterpilîn, diketin, ji kêfa şekir re yekser radibûn ser xwe û bêmefer xwe diavêtin hindurên malan. [5092 qaso_sesev] Derdora devê wan ji şekirê qulqulkî wek soringê dixuya. [5093 qaso_sesev] Hinekan derbikên demaçan berdidan, hinekan xwe li gasînan qulopazî dikirin û bi babûtan dilîstin. [5094 qaso_sesev] Qîzên herdu bendan jî xwe berdabûn ser birka gund, bi darên tuyê ve hêlan çêkiribûn. [5095 qaso_sesev] Hinek ji wan ketibûn hêlanê û hinekan jî bi hûrizî dilîst û bi sitiranên evînî diavêtin ber hev. [5096 qaso_sesev] Dilîlandin. [5097 qaso_sesev] Dengê lîlelîlên wan li ser gund belav dibû, agir bi dilê xortan dixist. [5098 qaso_sesev] Kûçikan li ser bênderan digel hev dilîstin. [5099 qaso_sesev] Yek direviya ên din didan pey wî, yekî xwe diavêt erdê ên din ew li erdê digevizandin. [5100 qaso_sesev] Hin gundî çûbûn ber çem lêmişt didan hev û hin jî li ber dîwaran xwe dabûn berberojkê. [5101 qaso_sesev] Ji dîwarên kelpîçkirî qirşik dikişandin û li ber diranên xwe ên bi zeng dixebitîn. [5102 qaso_sesev] Ava zer bi nav diranên wan ketibû, tif ne dikirin û dadiqurtandin. [5103 qaso_sesev] Qurmên diranan ji çixarê reş bûbûn. [5104 qaso_sesev] Mîrzoyê mitirb jî daketibû ser bênderên binya gund, birek xort li xwe vehewandibûn û ji wan re li ribabê dixist. [5105 qaso_sesev] Xortan di vê bêhnikê de dijminatî ji bîr kiribûn. [5106 qaso_sesev] Hûto serê govendê dikişand. [5107 qaso_sesev] Lefahiya Hitê di destê wî de liba dibû, çarpîne xwe li erdê dixist û habela qîr didan. [5108 qaso_sesev] »Ha wilo ha wilo, ez çavên we bixwim xortino. [5109 qaso_sesev] Ji dil lêxînin, îro heye sibe tune ye. [5110 qaso_sesev] Çep çep çep, rast lêxîne, çep vegere, ha ha ha hûr bîde ber, hûr. [5111 qaso_sesev] Mîrzo xurfanî xurfanî, kuro xurfanî lêxe!« [5112 qaso_sesev] Mîrzo mitirbekî di ser xwe re bû. [5113 qaso_sesev] Xweş dikarîbû govend rakira. [5114 qaso_sesev] Hostê ribabê û govendê bû. [5115 qaso_sesev] Ji reqisvanan fêm dikir. [5116 qaso_sesev] Wî dizanîbû ku gula govendê Hûto ye. [5117 qaso_sesev] Gotina wî ne dişikenand. [5118 qaso_sesev] Li gor dilê wî diçû. [5119 qaso_sesev] »Hêêê hê hê hê, kezîzerê kezîzer, tu di ser çavên min re wer Xulam wan memkên te bim, serê memkan dane der Wek tiriyê Zinarê, nêvî sor û nêvî zer Tahma memkên te xweş in, wek penêrê nav koçer Ha ha ha ha.... [5120 qaso_sesev] Lêêêê lê lê lê, kezîzerê kezîzer, kezîzerê lewendê Te dilê min kemitand, aqil ji serê min sitendê Keçê were ji nav malan, têx gerdenê bazbendê Destê xwe di destê min xe, da em xweş bikin govendê Hêêê hê hê hê, bişewitîne, bişewitîne!.. [5121 qaso_sesev] Oooo, kezîzerê kezîzer, malxerabê de ka wer Ez nexweş im, bawî me, ji te re dêbêm çar xeber Eger bi aqilê te keve, ber bi mala me de wer Xulam wî fîstanê zer, memik di bin de girover Selewat li navê pêxember! [5122 qaso_sesev] Allahumesellî alaseyidîna mûhemmed! [5123 qaso_sesev] Hêê...« [5124 qaso_sesev] Hûto ji zewqê nepişî bû. [5125 qaso_sesev] Xortan pê re nikarîbû derxista serî. [5126 qaso_sesev] Geh bi milan geh bi sêngê diçûyê. [5127 qaso_sesev] Te digot qey canê wî bêhestî ye. [5128 qaso_sesev] Her aliyekî xwe bi haweyekî dilivand. [5129 qaso_sesev] Mirov dixwest hema bixwe û vexwe û herwiha lê binere. [5130 qaso_sesev] Hûto qeranê govendê bû. [5131 qaso_sesev] »Mîrzo Mîrzo! [5132 qaso_sesev] Li cîranê biqewimîne, cîranê cîranê...« [5133 qaso_sesev] Mîrzo di cih de sitiran diqulipand û Hûto dîsa lê germ dibû. [5134 qaso_sesev] Dema ku Heso û Hemo xwe ji gund berdan û ber bi qelêç de meşiyan, êdî herkesî dizanîbû ku wê ev camêr herin Stilîlê gilî. [5135 qaso_sesev] Heso mîna ku ne dixwest kesek wî bibîne, xwe li ser bergîlê qiloç kiribû, dar li ser dêr li bergîlê dixist. [5136 qaso_sesev] Bergîl bi lewk diçû. [5137 qaso_sesev] Zixur ji ber simên wê dipengizîn li tahtan diketin, reqîniya zixuran li newalê dengê çepikan vedidan. [5138 qaso_sesev] Lêmiştvanan mîna ku çerçî bê gund, hemiyan dev ji danheva dar û beran berdabûn û li wan temaşe dikirin. [5139 qaso_sesev] Hemo destê xwe danîbû ser kêleka xwe hişk bi qewlikê demaçê girtibû û di ber bergîlê re dibeziya. [5140 qaso_sesev] »Lo waaa yabo, yabo, yabo!..« [5141 qaso_sesev] Heso veciniqî, »Ev wek dengê Temo ye« got û hefsarê bergîlê kişand. [5142 qaso_sesev] Xwest ku bergîlê ragire. [5143 qaso_sesev] Lê bergîl germ bûbû ne sekinî û wî ji nişkê ve li paş xwe nerî. [5144 qaso_sesev] Di vê kêlîkê de qirdê wî, tevgeriyabû. [5145 qaso_sesev] Eger Hemo pê re ne gihaba, ew ê bi ser lingê xwe ê seqet de ji bergîlê bihata xwar. [5146 qaso_sesev] Belkî di vê carê de ling bişikesta û heta sax ba wilo seqet bimeşiya. [5147 qaso_sesev] »Hooweh li vê ecêba kesnedîtî! [5148 qaso_sesev] Em çiqasî rast diavêjin, çep dikeve. [5149 qaso_sesev] Em xwe ji beleyan disitirînin, bele pêxêla me bernadin. [5150 qaso_sesev] Tersbavê qirdê min bûye dijminê serê min. [5151 qaso_sesev] Segbav madem tu ewqasî mêr î, de here Circîsko bixapîne û wî di zinaran de werke, hi! [5152 qaso_sesev] Herkes dikare bergîlkan bixapîne, lawê tirê...« [5153 qaso_sesev] »Apo hinekî bêhna xwe fireh bike. [5154 qaso_sesev] Ji ketina te mezintir bele li pêşiya me hene. [5155 qaso_sesev] Xwe nekufirî ne.« [5156 qaso_sesev] Gotina Hemo li telê Heso ket. [5157 qaso_sesev] Ruyê xwe tirş kir û destê xwe hejand: [5158 qaso_sesev] »Çi bele li pêşiya me hene, yabo qurbano! [5159 qaso_sesev] Ez dizanim ku tu qesda çawîş dikî, ez ne zarokê te me. [5160 qaso_sesev] Ez dizanim bê tu çi dibêjî. [5161 qaso_sesev] Ez, kerê Stenbolê berdim ser sûlala çêwîş! [5162 qaso_sesev] Hema çiqase belê wî hebin bila hemiyan bîne pêşiya min, ez bavê xezebê me!..« [5163 qaso_sesev] Çixare di devê Temo de bû û bi bazdan dihat. [5164 qaso_sesev] Te digot qey ji nav agirê hêtûnê baz dida, ji dûr ve dixaneke gewr ji serê wî diçû. [5165 qaso_sesev] Çifta bavê xwe a dulûle xistibû destê xwe û rextê fîşekan jî berevajî li newqa xwe girêdabû. [5166 qaso_sesev] Li pişta rez giha wan. [5167 qaso_sesev] Bêhn lê çikiyabû. [5168 qaso_sesev] Bi zor hilma xwe berdida û dikişand. [5169 qaso_sesev] »Malneketino, ma mirov çawa dikare sîlehê xwe ji bîr bike! [5170 qaso_sesev] Heta bi kevirên vî welatî jî dijminên me ne...« [5171 qaso_sesev] Hemo xwe nepixand. [5172 qaso_sesev] Piştî ku got »Ez pismamê te me Temo, ez bêdemaçe narim ser destavê«, wek generalê ku ji dûr ve li şer temaşe dikir, sekinî. [5173 qaso_sesev] Destekî xwe xist kêlekê, ê din jî danî ser qebza demaçê û gotin domand: [5174 qaso_sesev] »Demaça map û bi sê cercûrên xwe ve li pişta pismamê te girêdayî ne. [5175 qaso_sesev] Te dît bê ez çiqasî bi tedbîr im, ya.« [5176 qaso_sesev] Heso çifte û rext ji dest Temo girt û herdu jî xistin situyê xwe. [5177 qaso_sesev] Bi qahr got: [5178 qaso_sesev] »Me pir li xwe kir dereng« û bi hinc darek di bergîlê de werkir. [5179 qaso_sesev] Bergîl ji cihê xwe çeng bû û bêserî meşiya. [5180 qaso_sesev] »Apo apo, hêdî hêdî...« [5181 qaso_sesev] »Qut bike, bide ber apo û gavên xwe dirêj rade!« [5182 qaso_sesev] Heso û Hemo pişta rez derbas kiribûn. [5183 qaso_sesev] Gihabûn Zinarê Mêşê. [5184 qaso_sesev] Sirt û sirt diçûn. [5185 qaso_sesev] Temo li ser tahteke bi xincirî rûniştibû. [5186 qaso_sesev] Pişta xwe dabû bê, berê wî ketibû gund. [5187 qaso_sesev] Sarê jî dabû pey şopa Temo û fîşekên wî didan hev. [5188 qaso_sesev] Sarê ji Temo mîna alekê diyar dikir. [5189 qaso_sesev] Lê Temo digel ku lê dinerî, te digot qey wê nabîne, hîç di eynê xwe de dernedixist, pel li çixara xwe ya ku pêçabû dipêça û diponijî. [5190 qaso_sesev] Li dor sih salên wî bû ku tûtin dikişand û hîn jî nizanîbû çixare bipêça. [5191 qaso_sesev] Heta ku çixareke qut û qalind dipêça, du, sê pel diqetandin. [5192 qaso_sesev] »Temo Temo, hey mala bavê şewitiyo, kuro lawê kûçik were fîşekên xwe bide hev...« [5193 qaso_sesev] Qurpînî ji dilê Temo hat. [5194 qaso_sesev] Ruyê wî zer gewirî. [5195 qaso_sesev] Ji heyecanê çixare avêt, kîsikê tûtinê li wê navê hişt, rabû ser xwe û wek dînan li dor xwe nerî. [5196 qaso_sesev] Bêhnikekê wilo li ser lingan ma. [5197 qaso_sesev] Dûv re jî mîna ku dinya hemû li ber çavên wî bûbe deşt, êretî da nav xirêm û ber bi diya xwe de bazda. [5198 qaso_sesev] »Lawê kerê, fîşekên ku te dane erdê ji sed metroyî xuya dikin, fîşekên xwe bide hev. [5199 qaso_sesev] Kuro ma keliz bi min re ye ku tu tê ba min, fîşekên xwe bide hev, weh!« [5200 qaso_sesev] Fîşek hemû qahweyî bûn. [5201 qaso_sesev] Di nav lat û tahtan de wek xurman diyar dikirin. [5202 qaso_sesev] Xwe bi xwe peyivî: [5203 qaso_sesev] »Tu çawa li xwe hayî nabî û fîşekên xwe nabînî? [5204 qaso_sesev] Bavê min vê yeka ha bibihîze, wê ji min re nebêje çi?« û çongên xwe berdan erdê û li ser şilayê rûnişt. [5205 qaso_sesev] Sarê heta ku gihabû binya rez duwanzdeh fîşek dabûn hev. [5206 qaso_sesev] Heft ji wan yekgule û ên din jî nehgule bûn. [5207 qaso_sesev] Temo mîna teyrê beretan lepên xwe da-da hindurê pêşmalka diya xwe, fîşek hemû di bêrîka qêpût de danîn û bêgotin ji diya xwe dûr ket. [5208 qaso_sesev] Heso û Hemo tibabekî baş dûr çûbûn. [5209 qaso_sesev] Lê hîn jî ji ber çavan ne ketibûn, reşên wan xuya dikir. [5210 qaso_sesev] Dengê qîrên Temo wek ewran di ser serê wan re diqulipî û di qûntara çiyê de disekinî. [5211 qaso_sesev] Heso ji Hemo re got, »Dîsa çi hewar e! [5212 qaso_sesev] Ev îro çi xezeb bi serê me de rijiyaye! [5213 qaso_sesev] Ka binere bê lawê kerê îcar çi dixwaze« û devê xwe ji tifê dagirt bi qahr tif erdê kir. [5214 qaso_sesev] Tifa wî li ber bê belav bû, peşkên wê li li ser ruyê Hemo ketin. [5215 qaso_sesev] Hemo bêdilî xwe ruyê xwe ji tifa Heso paqij kir û bi bazdan ber bi Temo de çû. [5216 qaso_sesev] Li bayê bezê lingên wî li hev aliqîn, berê wî ket kevirekî mezin bêserî bi ser kevir de heriqî û li erdê veziliya. [5217 qaso_sesev] Dîsa baş bû ku serê wî li kevir neket. [5218 qaso_sesev] Çermê sîvanoka wî a rastê, kaboka wî û herdu kefên destên wî hinekî selixîbûn. [5219 qaso_sesev] Cihên selixî bi xwîn ne bûbûn. [5220 qaso_sesev] Qebza demaçê di xavika tenişta wî de çûbû xwar, tenişt êşiya bû. [5221 qaso_sesev] Lê wî li xwe ne kir tiştek, wek çipik rabû ser xwe û bi aliyê Temo de çû. [5222 qaso_sesev] »Ha pismam, Xwedê xêr bike dîsa çi hewal e?« [5223 qaso_sesev] Temo sor û mor bûbû. [5224 qaso_sesev] Rivîn ji ruyê wî diçû. [5225 qaso_sesev] Pişta wî ji xwêhdanê şil bûbû, hilmê di porê wî de dida der. [5226 qaso_sesev] Destê xwe avêt hindurê bêrîka qêpût. [5227 qaso_sesev] Bêrîk bi qul bû, fîşekan xwe berdabûn hindurê betên. [5228 qaso_sesev] Fîşek ne dîtin. [5229 qaso_sesev] Di cih de rûnişt. [5230 qaso_sesev] »Heywax li mala hûran be! [5231 qaso_sesev] Qeda Xwedê bi mala hûran keve!« û bi kulman li serê xwe xist. [5232 qaso_sesev] Hemo wek mehkûmê ku çav li eskeran bikeve, ji nişkê ve cefilî! [5233 qaso_sesev] Xwe bi ser Temo de tewand, bi milê wî ê rastê girt, hejand û sivik got: [5234 qaso_sesev] »Pismam de ka zû bibêje, te ez di mereqê de kuştim. [5235 qaso_sesev] Ma qey mala hûran hin ji me kuştine, hi?« [5236 qaso_sesev] »Na bavê mino na na, mesele ne ew e. [5237 qaso_sesev] Mala hûran çi kûçik in ku bikaribin me bikujin...« [5238 qaso_sesev] Xwest bibêje »Hûrî wek pîrekan e« Hemo rê nedayê. [5239 qaso_sesev] Ziq li hindurê çavên wî nerî, li ser qerevîzkan rûnişt û hinekî bi zirt got: [5240 qaso_sesev] »Naxwe çi? [5241 qaso_sesev] Te ez ji desthilanîn xistim, zû bibêje!« [5242 qaso_sesev] »Min ji lez û bezan fîşekên çiftê hemû dabûn erdê. [5243 qaso_sesev] Piştî ku min û pîrê me fîşek dan hev«, rahişt guhikê qêpût hilda ku bibêje, »Min fîşek xistibûn vê mîrata bêrîkê«, fîşek lebitîn. [5244 qaso_sesev] Çavên wî wek lempekê vebûn û bi kêf got: [5245 qaso_sesev] »Wey va di vir de ne kuro!« [5246 qaso_sesev] Bi yekcarê re qapût ji ser xwe şemirand. [5247 qaso_sesev] Tam di vê navê re du kewan ji wî alî û vî aliyê çiyê avêtin ber hev. [5248 qaso_sesev] Bêhnikek ne çû, çarhawêr kewan xwend û bi hev re ketin hingamê. [5249 qaso_sesev] Dengê qebeqeba wan wek dengê mîtralyozan xwirîn bi newalê dixist. [5250 qaso_sesev] Te digot qey çiyê dawet girtiye; dar û devî li ber bayê tavan û di nav wê hingamê de mîna ku direqisîn dihejiyan. [5251 qaso_sesev] Temo hertişt ji bîr kir, nema peyivî û guh da ser dengê kewan. [5252 qaso_sesev] Hemo jî li bayê bezê fîşek ji hindurê betên derxistin, qapût avêt nav keviran û rehwankî bazda. [5253 qaso_sesev] Heso kum dabû serê xwe, şefqe li ser kum û çefiya sipî jî li ser şifqê girêdabû. [5254 qaso_sesev] Bi çefiyê û kurkê xwe ê ku ji heriyê belek bûbû ji dûr ve wek şêxê ku di silûkê de istîxfar dianî, li ser bergîlê bêwestan dihejhijî. [5255 qaso_sesev] Canê wî mîna rêsiyekî li hev geriyabû. [5256 qaso_sesev] Kelaxê wî giran bûbû. [5257 qaso_sesev] Bi zikê birçî çixare ji çixarê pêdixist. [5258 qaso_sesev] Dixana çixarê û penêrê bi sîrik ba pê re çêkiribû. [5259 qaso_sesev] Hewl dida ku bi dizî bayê zikê xwe berde, lê nikarîbû. [5260 qaso_sesev] Metreha bergîlê tenik û bergîl jî zeîf bû. [5261 qaso_sesev] Hestiyên navpişta bergîlê wek pişta mêsî bel bûbûn. [5262 qaso_sesev] Navpişt di kortika qûna wî de tam rûniştibû, ne dihişt ku bê berde. [5263 qaso_sesev] Ba hemû lê dibû qolinc û li canê wî digeriya. [5264 qaso_sesev] Ji nêza dilê wî li hev diket, lê madê wî ne diçû xwarinê. [5265 qaso_sesev] Hîç ne dixwest ku derek ji kelaxê wî biqeliqe. [5266 qaso_sesev] Lê mixabin bergîlê jî hîç bi a wî ne dikir, di cihê xwe de bêhereket ne disekinî; habela lingekî xwe hildida û yek datanî. [5267 qaso_sesev] »Mesele çi bû? [5268 qaso_sesev] Çi dixwest?« got û nav şeqên xwe xwirand. [5269 qaso_sesev] Hemo bêhna xwe girt û di bersiva wî de sivik peyivî: [5270 qaso_sesev] »Fîşekên çiftê ji xwe de xistibûn, apo.« [5271 qaso_sesev] Heso darek li termaza bergîlê xist, bergîl çeng bû. [5272 qaso_sesev] Piştî ku got »Na lo!« bi lez rext ji situyê xwe derxist û li fîşekan nerî. [5273 qaso_sesev] Di rext de bi tenê du fîşek hebûn. [5274 qaso_sesev] »De îcar ji xwe re li vê ecêbê binerin! [5275 qaso_sesev] Kûçik lawê kûçikan dixwaze bi dostayî me têxe xefka Circîsko û me bide kuştin. [5276 qaso_sesev] Howeh kuro, pênc lawên min hene û yek jî li min ne hatiye! [5277 qaso_sesev] Teresan bi ser xalanên xwe ve çûne. [5278 qaso_sesev] Xwezîka hema li diya xwe hatibana. [5279 qaso_sesev] Diya wan hema çawa be, ji çawîş û eskeran natirse. [5280 qaso_sesev] Herpênc jî nezan, kerûgêj, dahbelorî û tirsonek in. [5281 qaso_sesev] Tu dibêjî qey ne ji heyvanê min in, ava min di wan de ne geriyaye.« [5282 qaso_sesev] »Apo tu neheqiyan li pismamên min dikî. [5283 qaso_sesev] Herpênc lawên te jî mêrxas in. [5284 qaso_sesev] Ma mêrên wek Luqman li ser rûyê vê dinyayê hene gelo? [5285 qaso_sesev] Luqman şêrekî zozana ye.« [5286 qaso_sesev] Heso di bersiva wî de destê xwe ji nişkê ve bilind kir ku bibêje, »Luqman ne tu gû yî«, bergîl cefilî û lingên xwe dirêj radan. [5287 qaso_sesev] Heso bi ser qûşê de herikî. [5288 qaso_sesev] Hindik mabû ku bikeve, Hemo pê re giha ew zeft kir. [5289 qaso_sesev] »Kuro îro çi bi vê bergîlê hatiye! [5290 qaso_sesev] Hertiştî bermeqlûbî min dike. [5291 qaso_sesev] Ez wê disekinînim ew dimeşe, ez wê diajom ew disekine, ez destê xwe hildidim ew dikeve kirê min û lotikan dide. [5292 qaso_sesev] Ne be gelo Sarê şevê din êm nedabe vê mîratê?« [5293 qaso_sesev] »Heywan e lê negire. [5294 qaso_sesev] Belkî jî tî bûye ji tîbûna van mizuriyan dike.« [5295 qaso_sesev] Heso hinekî beşişî. [5296 qaso_sesev] Dilê xwe bi xwe şewitand û henekê xwe bi xwe kir: [5297 qaso_sesev] »Ez kurdûnde me. [5298 qaso_sesev] Wey xwelî li serê min û bavê min be ku ez jî bi law im. [5299 qaso_sesev] Di şeva ku ew çêbûn xwezîka di wan şevan de ez li êş qeraş bûma. [5300 qaso_sesev] Du lawên min xwe li gundê Sirêçkê vezilandine, kî bavê wan bikuje ew li xwe naqewimînin û bi hewara bavê xwe de nayên. [5301 qaso_sesev] Yek ketiye bersêla jina xwe nên dipêje, Circîs hewarê tîne ser bavê wî û ew bi xwe nahise. [5302 qaso_sesev] Yek jê bi gulên lawê Circîsko ji mirinê radibe û cesaret nake ku derbekê di dijminên xwe ên xwînê de werke. [5303 qaso_sesev] Yek jê rext bermeqlûb li pişta xwe girêdide û bi gaziya bavê xwe de tê. [5304 qaso_sesev] Ez bêdûnde me. [5305 qaso_sesev] Ez nema dizanim bê ez ê çi bibêjim. [5306 qaso_sesev] Wilehî ne ez û ne jî rebena Sarê em ewqasî ne xerab bûn, lo. [5307 qaso_sesev] Sarê bi wê pîrekiya xwe dikare berberiyê bi temamê vê mentîqê re bike. [5308 qaso_sesev] Eger ji van zarokan hema yek jê bi ser min an bi ser diya xwe ve çûba, îro belkî ez patîşahê welêt bûbama.« [5309 qaso_sesev] Bergîl bi lez diçû. [5310 qaso_sesev] Hemo dabû dû. [5311 qaso_sesev] Bergîlê çiqasî dilezand, Sitilîlê jî ewqasî nêzîk dibû. [5312 qaso_sesev] Dilê Heso kûr diniqirand, ji tirsan tiktik dikir. [5313 qaso_sesev] Hîç ne dixwest ku dawî li rê bê, ji bo ku çêwîş nebîne. [5314 qaso_sesev] Lê ne dixwest ku rê ewqasî dûr be jî, ji bo ku deqîqeyekê berî deqîqeyekê derkeve hizûra çêwîş; eyarê Circîs ji pûş û pelaxê binepixîne. [5315 qaso_sesev] Her ku ber bi Stilîlê ve diçûn, tirsê jî ewqasî lê zêde dikir. [5316 qaso_sesev] Wî dil diavêt ku ji dêvla Hemo Sarê pê re ba. [5317 qaso_sesev] Di nav re, bêî ku Sarê bûba dabaş, bandilhewa çêlî Sarê dikir. [5318 qaso_sesev] Ne dixwest navê wê ji ser zimanê wî bikeve. [5319 qaso_sesev] Her ji bêhnikekê wê gotin bi vir û wir de bigindiranda û di dawiyê de dîsa gotin bizîviranda ser Sarê. [5320 qaso_sesev] Lê Hemo fêm ne dikir. [5321 qaso_sesev] Car caran di dilê xwe de digot, »Ez çi difikirim û ew behsa çi ji min re dike!..« [5322 qaso_sesev] »Apo me şikefta Kunheftarê jî derbas kir, ha. [5323 qaso_sesev] Bi telaq me qûn li rê qetand nîvê bêtir çû. [5324 qaso_sesev] Rêya me hemû hilmek û pifek maye. [5325 qaso_sesev] Apo eyb nebe, ma gelo te îfada xwe hazir kiriye bê tu ê ji çêwîş re çi bibêjî? [5326 qaso_sesev] Ma ne divê ku îfadên me hev bigirin. [5327 qaso_sesev] Ez wek te ne bi aqil û ne jî baş bi tirkî dizanim. [5328 qaso_sesev] De ka min li berxîne ku ez ji xwe re ezber bikim, rêya me hîn pir maye.« [5329 qaso_sesev] Heso destê xwe avêt bêrîka kurk ku qutiya tûtinê derxîne. [5330 qaso_sesev] Qutî ne dît. [5331 qaso_sesev] Bi lez destê xwe dirêjî bêrîka din kir. [5332 qaso_sesev] Qutî ne di wê de bû jî. [5333 qaso_sesev] Vaca vaca hejiya. [5334 qaso_sesev] Mîna ku mar here bin ji nişkê ve xwe bilind kir û bêkeys destên xwe çep û rast avêtin. [5335 qaso_sesev] Destê wî li bêrîka şerwêl ket, çingînî ji qutiyê hat, lê ew dîsa jî bi qutiyê agahdar ne bû. [5336 qaso_sesev] »Tu li çi digerî apo?« [5337 qaso_sesev] »Kuro ez çiqasî li vê mîratmaya qutiya xwe digerim xuya nake. [5338 qaso_sesev] Sarê çi bi qutiya min kiriye?« [5339 qaso_sesev] Hemo hema yekser qutiya xwe ji bêrîka qêpût derxist. [5340 qaso_sesev] Çixareke pêçayî xist nav lêvên wî û çeqmaq li ber pêxist. [5341 qaso_sesev] Fitîla çeqmêq kişiyayî bû. [5342 qaso_sesev] Agir xwe çeng kir rîha wî; xwe paş de vekişand û bi zirt got: [5343 qaso_sesev] »Kuro te ez şewitandim, weh! [5344 qaso_sesev] Ev îro çi xezeb bi serê me de bariyaye, alahûmme ya rebî!« [5345 qaso_sesev] Peşkên baranê dihatin. [5346 qaso_sesev] Ezmên ji ewran belek xuya dikir. [5347 qaso_sesev] Ewran mîna ku şer bi royê re dikirin, ro xistibûn çembera xwe û bêyefş xwe dadidan ser. [5348 qaso_sesev] Royê yek dahf dida ê din xwe dida ber. [5349 qaso_sesev] Ew hîn wilo yekî din dihat. [5350 qaso_sesev] Tîrêjên royê qels dihatin xwar. [5351 qaso_sesev] Te digot qey ewran ew di xwe de guvaştine, pir cemidî bûn. [5352 qaso_sesev] Heso dirikrikî. [5353 qaso_sesev] Dîsa bi hêrs got, »Çixareke din bide min!« û destê xwe danî ser dilê xwe. [5354 qaso_sesev] Ba pê re gihabû hev, hûr û roviyên wî werimî bûn. [5355 qaso_sesev] Tesîra wermê xwe dabû jor, jan ji sêngê diçû wî digot qey dil diêşe. [5356 qaso_sesev] Xwîn di sêngê de dikeliya. [5357 qaso_sesev] Xwêhdaneke cemidî bi eniyê ketibû. [5358 qaso_sesev] Eger bayê zikê xwe berdaba belkî hinekî bêhna wî fireh bûbûya û wilo bi zirt neaxiviya. [5359 qaso_sesev] »Tu dixwazî ez çi ji te re bibêjim bavê mino? [5360 qaso_sesev] Li dor sih salî ye ku tu bi min re tê qereqolan, mehkeman, quzelqurt û mizelqurtan. [5361 qaso_sesev] Eger heta niha tu hînî îfade û mîfadan ne bûbî, hema dev jê biqere wilo bimîne û hew.« [5362 qaso_sesev] »Tu rast dibêjî apo, gerek ez hîn bûbama. [5363 qaso_sesev] Ez bawer dikim ku min terbiya te baş girtiye. [5364 qaso_sesev] Lê dîsa jî aqil ji aqilan çêtir heye. [5365 qaso_sesev] Mirov bi hev bişêwire, baş e.« [5366 qaso_sesev] Heso bêhna xwe hîn tengtir kir. [5367 qaso_sesev] Dixwest ku bi deng bipeyive. [5368 qaso_sesev] Wî çiqasî dengê xwe hildida dengê wî jî ewqasî nizim diket. [5369 qaso_sesev] »Mala bavê şewitiyo, îro du roj e em li ser ku em ê ji çêwîş re çawa derewan bikin, bextê xwe biavêjin, bi Quranê sûnd bixwin û jina xwe berdin, dipeyivin. [5370 qaso_sesev] Ma qey te civîna me a şevê din ji bîr kir? [5371 qaso_sesev] Li ser vê meseleyê em kûr û dûr peyivî bûn. [5372 qaso_sesev] Ma qey tu nizanî derewan bikî? [5373 qaso_sesev] Hema zorî bide derewan û hew. [5374 qaso_sesev] Ha baş bû ku te anî bîra min, binere binere, gerek em sertazî herin hindurê qereqolê û li ba çawîş û eskeran temena xwe hîç xerab nekin! [5375 qaso_sesev] Gava çêwîş ji te pirsî û te dît ku tu ê nikaribî wî bibersivînî, apê min vê pirsê çêtir dizane bibêje. [5376 qaso_sesev] A din, dibe ku ez xwe ji bîr bikim, îcar tu xwe ji bîr neke: Qedexeye ku mirov bi bergîlê û çiftê here hewşa qereqolê. [5377 qaso_sesev] Cezê vê yekê giran e!« [5378 qaso_sesev] Gotina xwe di cih de birî, serê bergîlê ragirt bergîl sekinî. [5379 qaso_sesev] Bi lez çifte ji situyê xwe kir, da dest Hemo û bi dizî got: [5380 qaso_sesev] »Binere, aha li serserê şikêrê ye ha! [5381 qaso_sesev] Eger te lê xist, bi telaq wê oxira me hilê û çawîş jî wê hertiştî wek me bike. [5382 qaso_sesev] Û na eger te lê ne xist, ji xwe wî çaxî jî wê mala me bivirite û çawîş me ji vî welatî celî bike.« [5383 qaso_sesev] Li jora wan kundekî li ser şikêrekê berê xwe dabû royê, pişta wî ketibû wan û hêdî hêdî ji xwe re dixwend. [5384 qaso_sesev] Hemo du fîşekên nehgule ajotin hindurê çifta dulûle. [5385 qaso_sesev] Di ber latekî mezin de çong berdan erdê û li ber kund veteqilî. [5386 qaso_sesev] Kund mîna ku hîç hayê wî ji wan tune bû, xwendina xwe didomand. [5387 qaso_sesev] Çiftê agir pijiqand, olan bi newalê ket. [5388 qaso_sesev] Cefil li temamê teyr û tilûran ket û heryek bi aliyekî de firiya. [5389 qaso_sesev] Hemo bêhnçikyayî erîşî ser şikêrê kir. [5390 qaso_sesev] Kund li dor şikêrê disûrikî, nikarîbû bifiriya. [5391 qaso_sesev] Wî xwe avêt ser, kund bi saxî girt. [5392 qaso_sesev] Gule lê ne ketibûn. [5393 qaso_sesev] Baskê wî ê çepê ji qurm de elem girtibû. [5394 qaso_sesev] Tije sipî bû. [5395 qaso_sesev] Xuya bû, bi mebesta ku xwe ji sipiyan xalî bike xwe dabû ber royê. [5396 qaso_sesev] Hemo, ji bo ku Heso bixapîne û xwe nîşandar rê bide, bi herdu çîqên kund girt û çep û rast kişandin. [5397 qaso_sesev] Kund di nav lepên wî de ji êşa na-va xwe dikir wîqe wîq û wî jî bi haweyê ku ji wî dengî zewqê bistîne, hêdî hêdî ew diçirand. [5398 qaso_sesev] Dûv re sê caran li ser hev cendekê wî li şikêrê xist û avêt dera ha. [5399 qaso_sesev] »Kuro agir bi mala bavê neketo, wî bîne vir ku ez jî îmana xwe kamil bikim!« [5400 qaso_sesev] Heso bi kêf piştî ku sê caran tif kir kund, çengek perî ji nav sirta piştê rakir avêt erdê û got: [5401 qaso_sesev] »Hemo hîç mereqan neke, Xwedê li pişta me ye. [5402 qaso_sesev] Oxira me hilat. [5403 qaso_sesev] Çawîş wê di destê me de wek hevirmêşê nerm bibe. [5404 qaso_sesev] Hewce nake tu serê xwe bi tu îfadan biêşînî, tu çawa bibêjî wê çawîş ji te yeqîn bike.« [5405 qaso_sesev] Bikuştina teyrikekî mîna ku dinya hemû bûbe a wan, serxweş ketin û bêser û ber peyivîn. [5406 qaso_sesev] Hemo jî xwe bi aqil didît û qeşmeriyên xwe bi aqilê pîrekan dikir. [5407 qaso_sesev] Nêzîkayî li gundê Atxê kirin. [5408 qaso_sesev] Gund di newalê de ye. [5409 qaso_sesev] Çend xanî jê hinekî ji gund dûr di berpala çiyê de û çendek jî tam di sirta çiyê de hatine avakirin. [5410 qaso_sesev] Atxê ji Zorava piçûktir e. [5411 qaso_sesev] Li vî gundî çar bavik hene û herçar jî bi hev re di berberiyê dene. [5412 qaso_sesev] Debara wan bi giştî li ser sewêl û êzingan dibe. [5413 qaso_sesev] Ji salê heta salê hêviya wan ew e ku çiya şîn bê, dar û deviyan bibirin û bifiroşin berîvaniyan; qatix ji devê zarokên xwe qut bikin, kar û berxan bifroşin, bikin pere û wan pereyan jî hemî li devê çawîş, dadger û sawciyan biqelibînin. [5414 qaso_sesev] Ro ji ewran xuya nake. [5415 qaso_sesev] Bayê reş peşkên baranê dixurbilîne. [5416 qaso_sesev] Ba, dixana ku ji hilorîkên xaniyan derdikeve, nahêle ku bi ser çiyê keve, di newalê de difetisîne. [5417 qaso_sesev] Mij cih bi cih, ji best û newalan bi ser çiyê de bilind dibe. [5418 qaso_sesev] Silûmên çiyayên omeriyan û ezman ji dûr ve mîna ku gihane hev, her der ezman diyar dike. [5419 qaso_sesev] Baranê bi comerdî erd av daye, bêhna axê ji erdê difûre. [5420 qaso_sesev] Heso û Hemo xwe ji ser gund dagerandin û di rohilatî gund re meşiyan. [5421 qaso_sesev] Kûçikan xwe berdan pêşiya wan. [5422 qaso_sesev] Kûçikekî jê bi haweyê ku wan bidire, êrîş kir. [5423 qaso_sesev] Hemo kevirek li nav parxwanên wî xist, waqînî pê ket û reviya. [5424 qaso_sesev] Heso di ber xwe de beşişî, li gund nerî û bi qerf got: [5425 qaso_sesev] »Terî ji xelkê vî gundî kêm e, heyvanê aqil bê çi ye, di serê yekî ji wan de tune ye.« [5426 qaso_sesev] »Çima apo?« [5427 qaso_sesev] »Erê, ma çima ne çima, ma mirov li ser hêlîneke kewê heft mêran ji hev dikuje!« [5428 qaso_sesev] »Bi rastî ew meseleya kuştina wan çawa bû? [5429 qaso_sesev] Ez di wê gavê de naşî bûm, xweş nayê bîra min.« [5430 qaso_sesev] »Dirgoyê Evdo ku xwedî jin û zarok bû û sê xortên gund bi hev re diçin nêçîrê. [5431 qaso_sesev] Li çiyê hêlîneke kewê bi yanzdeh hêkan dibînin. [5432 qaso_sesev] Kê ji wan pêşî hêlîn dîtiye, ez ê nizanibim. [5433 qaso_sesev] Herçar li ser ku min pêşî hêlîn dîtiye, hêlîn a min e li hev nakin. [5434 qaso_sesev] Dirgoyê Evdo jî li hersêyan dixe; hêlînê radike û her yanzdeh hêkên kewê ji xwe re dibe. [5435 qaso_sesev] Li ser vê yekê gundî bi çifte û tivingan dikevin nav hev û di şerê pêşî de Dirgo û ji malbata Nihîtan jî Ceblo tê kuştin. [5436 qaso_sesev] Bi dû wê kuştinê de malê hev talan kirin, bertîl dan çawîşê Sitilîlê, hakim û sawciyên Nisêbîn û Mêrdînê û li hev gilî kirin. [5437 qaso_sesev] Hevdu xistin hepsan. [5438 qaso_sesev] Hin ji wan ji gund derketin, bûn parsek. [5439 qaso_sesev] Hin ji wan bi çiyan ketin, bûn eşqiya; dewar û pezên xelkê dizîn û ji terefî esker û xelkê hatin kuştin. [5440 qaso_sesev] Ji xwe re li vê ecêbê binere, zarokên wan ji nêza kîrê hev dimijin û ew jî çend qurûşên ku ji firotina êzingan bi dest dixînin, hemî di berberiyê de serf dikin! [5441 qaso_sesev] Bi telaq çawîşê Sitilîlê bi wan kêf kiriye. [5442 qaso_sesev] Ji bilî pere, hêk û elokên ku didin çêwîş, bi kêmanî her meh pezekî, duduyan jî jê re dibin.« [5443 qaso_sesev] »Yanî tu dibêjî ev berberiya ku di vî gundî de dibe, hîn ji wan deman de ye?« [5444 qaso_sesev] »Erê erê. [5445 qaso_sesev] Berberî hemû hîn li ser wê hêlînê ye. [5446 qaso_sesev] Ma bi tenê ev gund, berberiya ku di gundên derdora me û temamê omeriyan de dibe, hemû ya li ser ku golik çima ketiye ziyanan, cîran eloka cîrên dizî ye, gavan di xew re çûye dewar ketine nav rez û pelmêw xwarine û herwekî din. [5447 qaso_sesev] Li gundê Qûzo li ser pevçûna kûçikan sê mêr ji hev kuştin. [5448 qaso_sesev] Ma mirov li ser ku kûçikan çima li hevxistiye hev dikuje! [5449 qaso_sesev] Li Gurik Mala Çarqulî û Mala Hemê, li ser ku kerê Gemşo bazdaye ser kera Qelşo, vê yekê dikin meseleya namûs û bênamûsiyê û di hev re difirin. [5450 qaso_sesev] Bi tûşa pêşî re sê mêran ji hev digevizînin. [5451 qaso_sesev] Erê niha tu bi qedirê Xwedê kî, ma mirov li ser ku çima kero bazdaye ser kerê hev dikuje, lo! [5452 qaso_sesev] Howeh li ezameta vî Xaliqê mezin, bê ev kurmancên me çiqasî ehmeq çêkirine, wey bavo!..« [5453 qaso_sesev] Gund derbas kirin, ketin nav çavê xirêm û bi kêş ve hilkişiyan. [5454 qaso_sesev] Bergîl bêqewet bû. [5455 qaso_sesev] Helke helk û fire fir lê ket, zimanê wê kişiya û her ji bêhnikekê tir kirin. [5456 qaso_sesev] Tengaya xaçerêkên xirêm bergîl bêtir ji taqet dixist, dihejhijî û diçû. [5457 qaso_sesev] »Vê bergîlê bisekinîne ez ê dakevim û bimeşim.« [5458 qaso_sesev] »Apo çênabe, tu ê bi vî lingê xwe ê şikestî çawa bimeşî!« [5459 qaso_sesev] »Erê bavê min, ma tu nabînî bê jinik çawa tiran dike! [5460 qaso_sesev] Ma ne eyb e ku ew dibin min de berde û ez jî hîn bikaribim lê siwarêm, hi!« [5461 qaso_sesev] Li vê herêmê jî, gava mêr li heywanekê siwar bihata û heywanê dibin de tir kiriba, mîna ku wî tir kiribe li ber xwe diket û ji heywanê peya dibû. [5462 qaso_sesev] Û Heso jî mirovekî ku tam girêdayî tradisyonên civakê bû. [5463 qaso_sesev] Bergîlê ne tirek, neh, deh tir li ser hev kiribûn. [5464 qaso_sesev] Heso pir li ber xwe ketibû. [5465 qaso_sesev] »Lawê berêz, ez ji te re dibêjim, zû vê mîratmayê bisekinîne ez ê jê peya bibim, weh!« [5466 qaso_sesev] Hemo bergîl sekinand. [5467 qaso_sesev] Rahişt Heso li ser tahtê danî û li kêleka wî rûnişt. [5468 qaso_sesev] »Ew qesira Hesenê Hecî ye ne wilo?« [5469 qaso_sesev] »Erê apo.« [5470 qaso_sesev] »Bêbavo malê qeranekî li ser e. [5471 qaso_sesev] Ji bilî dewar û mewaran li dor sê sed, çar sed pezê wî heye. [5472 qaso_sesev] Kî dizane bê çiqas pereyên wî ên girêdayî niha hene. [5473 qaso_sesev] Xwedê dizane bê çend çewal zêr di xeşîmên qesira wî de veşartîne. [5474 qaso_sesev] Gava ku Xwedê bide mirov, nabêje tu lawê kê yî?« [5475 qaso_sesev] »Apo ma qey ew jî bêşê nade çawîş?« [5476 qaso_sesev] »Bi rastî tu carina tam dibî wek zarokan. [5477 qaso_sesev] Ma li vî welatî ê ku bêşê nade çawîş û mawîşan heye ku tu vê gotina zarokî dibêjî, hi! [5478 qaso_sesev] Herçi esker e, rebê me ye! [5479 qaso_sesev] Mirov ji rebê xwe re îbadetê dike û setqan dide. [5480 qaso_sesev] Îcar bêbavo malê kafirekî li ser e, howeh!« [5481 qaso_sesev] »Helbet wê malê kafirekî li ser be: Navê camêriyê bê çi ye, li ba tune ye. [5482 qaso_sesev] Mêvanan nahewîne. [5483 qaso_sesev] Kuflet ji dew, meyir û nan û pîvazê pê ve tiştekî din naxwe. [5484 qaso_sesev] Sal dizîvire şîveke bi goşt li êgir nakin. [5485 qaso_sesev] Zilam û pîrekan tahma goşt ji bîr kiriye û zarok jî ji xwe nizanin bê goşt çi tişt e. [5486 qaso_sesev] Û berberiyê jî nake. [5487 qaso_sesev] Ê, îcar çima wê dewlemend nebe, yabo qurbano!« [5488 qaso_sesev] Heso keserek veda û ziq li Hemo nerî. [5489 qaso_sesev] »Min ewqasî da dû te û van bênamûsên lawên xwe, yekî ji we çiqek di vî zilamî de ne kir. [5490 qaso_sesev] Hûn jî mêr in qaşo. [5491 qaso_sesev] Di dema xortaniya xwe de, li vê birekê malek nemaye ku min dewar û pez jê ne dizî be. [5492 qaso_sesev] Li ser diziyê ez û Sarê em her roj pevdiçûn. [5493 qaso_sesev] Ne bi dilê wê bû. [5494 qaso_sesev] Lê dîsa jî min dikir. [5495 qaso_sesev] Ez mêr bûm û ew jin bû. [5496 qaso_sesev] Jin mahrkiriya mêr e, divabû wê bi a min bikira û dengê xwe dernexista...« [5497 qaso_sesev] Heso dizî kiribû, lê ne diziya pez û dewêr bû. [5498 qaso_sesev] Çend carekî çend mirîşk û elokên hevalbendên xwe dizîbûn. [5499 qaso_sesev] Sarê pê dihise; vê yekê jê qebûl nake. [5500 qaso_sesev] Ew jî ji mecbûrî diziyê diterikîne. [5501 qaso_sesev] Di eslê xwe de wî ne dixwest wilo biaxive. [5502 qaso_sesev] Problema wî hemû Sarê bû, ne dixwest ku Sarê ji bîra wî here. [5503 qaso_sesev] Ji bo ku mijara wan seraqet li ser Sarê be, wilo bêpîvan diaxivî. [5504 qaso_sesev] Hemo li ber destê wî mezin bûbû û cîgirê wî bû, lê wî Hemo ehmeqekî beredayî didît. [5505 qaso_sesev] Sarê car caran digot, »Eger ev jî wek Heso û Circîs zikreş û aqilşeytanî ba, ev gund ji zû de wê xerab bûbaya.« Hemo bi a jina xwe dikir. [5506 qaso_sesev] Jina wî Zînê qîza Sarê bû û wê jî bi a diya xwe dikir. [5507 qaso_sesev] Sarê bi rêya qîza xwe mezinayî li Hemo dikir. [5508 qaso_sesev] Wê kêfa xwe dianî ku qîza wê, di wî de geriyabû. [5509 qaso_sesev] Ji Sarê re bi şîr û şekir li hev hatibû. [5510 qaso_sesev] Di rêya zavê re niquteke av bi ser agirê dijminatiyê dadikir. [5511 qaso_sesev] Lê mixabin di eşîretiya wan de, şerm bû ku mêr bi a jinê kiriba. [5512 qaso_sesev] Ji ber vê yeka ha, ev aliyê Hemo ji teref civatê her tim dihat rexnekirin. [5513 qaso_sesev] Civatê car caran bi çavekî piçûk lê dinerî. [5514 qaso_sesev] Wan, pîrek bêrûmet didît û pîrekê jî ev yeka ha bi xwe xweş dianî. [5515 qaso_sesev] Li gor dînê wan Xwedê, pîrek di kelaxê zilêm de fesilandibû û pêşkêşî zilêm kiribû. [5516 qaso_sesev] Ji bo ku Adem pê biwenise ew ji »Bin milê Adem« afirandibû. [5517 qaso_sesev] Civata Heso ji pîrekê re digot, « Ev mexlûq bi tenê ji bo kêfa nav livînan hatiye dinyayê.« [5518 qaso_sesev] Ewr li jora wan li hev diciviyan. [5519 qaso_sesev] »Hemo ewr li hev digerin, xuya dike ku wê baraneke pir pîs li me bide der. [5520 qaso_sesev] Zû rabe ser xwe. [5521 qaso_sesev] Berî ku baran li me bide der, bi haweyekî em xwe bigihînin serê sirtê. [5522 qaso_sesev] Li wir berpal û berqef hene.« [5523 qaso_sesev] Heso ne dixwest li bergîlê siwarê. [5524 qaso_sesev] Lê ne dixwest li pişta Hemo jî siwarê. [5525 qaso_sesev] Xwest ku bi çarlepikan bimeşe, ew jî nikarîbû. [5526 qaso_sesev] Ziq li herdu çavên Hemo nerî. [5527 qaso_sesev] »Îcar em çi bikin bavê mino! [5528 qaso_sesev] Ji te û bergîlê divê ez li yekî ji we siwarêm.« Hemo fêm kir ku apê wî naxwaze li bergîlê siwarê, ditirse ku dîsa ba ji ber wê here û êdî ew jî ji fedîbûna nema bikaribe serê xwe rake. [5529 qaso_sesev] Ji bin tahta ku herdu li ser rûniştibûn ji nişkê ve pirtînîyek bi hêl hat, Heso rimekê bilind bû. [5530 qaso_sesev] Gopalê xwe bi hinc li erdê xist: [5531 qaso_sesev] »Wey mîratmayê, ev te di bin vê tahtê de çi dikir! [5532 qaso_sesev] Hey qeda Xwedê bi te ke ve, ma niha wextê te û firê bû, hi! [5533 qaso_sesev] Te hinavên min qetandin!« [5534 qaso_sesev] Sûsikek bû. [5535 qaso_sesev] Sûsikê wek tîra ku tu ji kevên biavêjî ji lûs fir da xwe û rast xwe berda newalê. [5536 qaso_sesev] Dengê qurpe qurpa wê heta cihê ku xwe lê danî ji hev qut ne bû. [5537 qaso_sesev] »Apo heta ku em bi sirtê kevin, ez ê rahijim te. [5538 qaso_sesev] Ez bawer dikim gava em ji xirêm xelas bibin, wê bergîl bi rehetî bikaribe te hilgire...« [5539 qaso_sesev] Heso bêdilî xwe lê siwar hat. [5540 qaso_sesev] Hemo bi destekî bi hefsarê bergîlê girtibû û bi destê din jî lingê wî ê seqet ji latan diparast. [5541 qaso_sesev] Qapût û çakêt jî ji xwe ne kiribû. [5542 qaso_sesev] Herduyan jî aqil ne dikir ku Heso dikarîbû bi hefsarê bergîlê bigirta. [5543 qaso_sesev] Gava Heso bergîl rapêşî xwe kiriba, wê Hemo jî herdu destên xwe bi hêsanî bilivanda û wê ewqasî ne betilîba. [5544 qaso_sesev] Eger qapût û çakêt ji xwe kiriba belkî rê ewqasî lê zor ne kiriba. [5545 qaso_sesev] Heso xwe bi ser hev de guvaştibû, ji dûr ve wek kefjalekî xuya dikir. [5546 qaso_sesev] Wî digot qey ez xwe çiqasî bi ser hev de biguvêşim, ez ê ewqasî sivik bibim û em ê bê teşqele bi kêş kevin. [5547 qaso_sesev] Xîze xîz bi gewriya Hemo ketibû. [5548 qaso_sesev] Pelxemek wî dihat û yek diçû. [5549 qaso_sesev] Fedî dikir ku bikuxe û pelxemê biavêje. [5550 qaso_sesev] Îcar wek gayê ku kayina xwe bîne, dengekî bi kuf û pif derdixist. [5551 qaso_sesev] Ji xwêhdanê bûbû av. [5552 qaso_sesev] Eger rêya wan hinekî dirêj ba, ew ê ji xwêhdanê miheqeq bişewliqiya. [5553 qaso_sesev] Gavên xwe geh kin geh dirêj radidan. [5554 qaso_sesev] Zor dida xwe ku li ser lat û tahtan bimeşe. [5555 qaso_sesev] Binê çaroxan şayik bûn, erd şil û bi pûş û pelax bû, her tim dikarîbû bişemitiya. [5556 qaso_sesev] Bayê ber baranê peşk dixurbilandin, peşkan mîna tepiskan li ruyê wan dida, agir ji rû diçû. [5557 qaso_sesev] Hawêrdor ewr di ser hev re diqulipîn û beledî vedidan. [5558 qaso_sesev] Birûskê li tahtan dixist toz û dûman bilind dibû û bêhna şewt û barûdê difûrand. [5559 qaso_sesev] Deng ji teyr û tilûr û tebayan û tu rihberî ne dihat. [5560 qaso_sesev] Bêhnek ne ket wê navê, ewran çiya nixumand, her der reş xeriqî, çar alî ezman pêket û vemirî. [5561 qaso_sesev] Pêşî bayekî xurt rabû, ba di newalê de li hev qulipî, wek ku li borîzana şer bixîne fîkand û ji nişkê ve baranê da der. [5562 qaso_sesev] Tîrêjên baranê mîna ku di safokê re dihatin xwarê bêqutbir rast xwe berdidan newalê. [5563 qaso_sesev] Hawêrdor ji lat û tahtan peqpeqonkên avê bilind dibûn, dengê camcamk û çepikan didan. [5564 qaso_sesev] Ji serê sirtê binê newalê wek deryayeke bêbinî xuya dikir. [5565 qaso_sesev] Mirov heybet dikir ku lê temaşe bikira. [5566 qaso_sesev] Heso û Hemo di berpala çiyê de bergîl li ber baranê êretî berdabûn û xwe dabûn ber berqefekê. [5567 qaso_sesev] »Ev çi xezeb e îro! [5568 qaso_sesev] Di temamê emirê min de nayê bîra min ku bi vê ecêbê baran bariyaye! [5569 qaso_sesev] Niyeta Xwedê xerab e, bi telaq ew ê terizê jî li me bibarîne, lo!« [5570 qaso_sesev] »Carina ewrên wilo dijwar çêdibin, şap e zû derbas dibe. [5571 qaso_sesev] Bêhnikeke din wê ewr biferikin û baran nema bê. [5572 qaso_sesev] Ha ha binere, li rajorî me ronahî ket ezmên. [5573 qaso_sesev] Baranê jî va ye qut kir. [5574 qaso_sesev] Ma tu ne birçî yî apo?« [5575 qaso_sesev] »Ma çawa ez ne birçî me, lê [5576 qaso_sesev] xwezîka hema min bikarîba gepeke ziqûm bixwara« û destê xwe avêt bêrîka êlek. [5577 qaso_sesev] Xwest ku li seetê binere. [5578 qaso_sesev] Seet li mal mabû. [5579 qaso_sesev] »Me seeta xwe jî ji bîr kiriye yabo. [5580 qaso_sesev] Lê ez bawer dikim, wê nîvro bûbe. [5581 qaso_sesev] Heta ku tu xwarinê ji me re hazir bikî, ez ê destlimêja xwe bigirim û çend rekhetan bikim.« [5582 qaso_sesev] Di wê bêhnikê de ne xwedayê rehm û bereketê, ku jê re îbadet bikira, ê zilm û zorê dihat bîra wî. [5583 qaso_sesev] Ne dixwest limêj bike. [5584 qaso_sesev] Zikê wî ji bê nepixîbû. [5585 qaso_sesev] Bi mebesta ku bê ji ber xwe ber de, limêj dikir mahne. [5586 qaso_sesev] Hemo bi lez tûrik ji ser bergîlê anî û hema di cih de vekir. [5587 qaso_sesev] Nan ji baranê bûbû hevîr, bastêq bûbû wek nanê şilikî. [5588 qaso_sesev] Nan û penêr ji ava ku ji tûtinê dawerivîbû, zer veda bûn. [5589 qaso_sesev] Rahişt pîvazekê. [5590 qaso_sesev] Pîvaz yeklepî û destarkî bû. [5591 qaso_sesev] Di kefa destê xwe de gerand, bêhn kir, dûv re danî ser kaba xwe û bi hinc kulmek lê da. [5592 qaso_sesev] Navika pîvazê pekiya dera ha, pîvaz perçiqî. [5593 qaso_sesev] Nehişî tiliyên xwe di nên de çikandin, lepeke hevîr bi tiliyan ve hat û bi sê, çar pel pîvaz re ew hevîr avêt devê xwe. [5594 qaso_sesev] »Ma tu limêj nakî, apo?« [5595 qaso_sesev] »Na lo, ez poşman bûm, halê me ne besî me ye, tew hîn em ê limêj jî bikin. [5596 qaso_sesev] Dûv re em ê ji xwe re qeza bikin. [5597 qaso_sesev] Dibê qey Xwedê bi xema limêja min e. [5598 qaso_sesev] Ma nabîne ku em di çi kûçkaniyê de ne, hi!..« [5599 qaso_sesev] Li gor ku dihat gotin, gava Heso di sala 1965an de diçe hecê, Şeytên naricimîne û bêî ku heca xwe bike vedigere malê. [5600 qaso_sesev] Heso li cihê ku hecî Şeytên diricimînin, damara wî a berberiyê pê digire û bi dengekî bilind ji heciyan re dibêje: [5601 qaso_sesev] »De keviran biavêjênê, de! [5602 qaso_sesev] De wî berdin ser jina xwe, de! [5603 qaso_sesev] Eger wî ne nî ...aba jina we hemiyan, we tif ne dikirê û kevir tê wernedikirin! [5604 qaso_sesev] Min niha fêm kir ku bi rastî Şeytan tiştekî pir mezin û ewqasî jî mêrxas e; ku ewqasî ne mezin û mêrxas ba, wê ev misilmankên ha, bi vê ecêba kesnedîtî nebana dijminê wî, weh!« Qebûl ne dikir ku kesek jê re bibêje »Hecî Heso.« Piştî ku ji hecê vegeriyabû, ev gotina dînî, »Nalet li Şeytên be!« terikandibû û misilmaniyeke li gor xwe çêkiribû. [5605 qaso_sesev] Heso lîçek penêr û pelek pîvaz avêt devê xwe. [5606 qaso_sesev] Bi zorê daqurtand. [5607 qaso_sesev] Gepa duduyan ne xwar û ji nişkê ve bi herdu destan li sênga xwe da. [5608 qaso_sesev] »Pere pere! [5609 qaso_sesev] Kuro lawo Hemo, ka pere! [5610 qaso_sesev] Min û wê dijminbava jina xwe, me ji bîr kiriye ku ez pereyan bi xwe re bînim. [5611 qaso_sesev] De ka îcar bibêje min, bê em ê çi xweliyê li serê xwe û bavê xwe bikin! [5612 qaso_sesev] Em ê çawa bêpere herin ba dêqahpê çawîş, hi!« [5613 qaso_sesev] Hemo bi haweyê xulamên axeyên omeriyan, destê xwe li sênga xwe xist: [5614 qaso_sesev] »Ez biraziyê te me, ma min ê çawa ev meseleya ewqasî mihîm, ji bîr kiriba! [5615 qaso_sesev] ku em devê çawîş tije pere nekin, em ê çawa bikaribin Circîsko li bin guhê erdê bixin! [5616 qaso_sesev] Em ê têxin devê çawîş û tê de bihepişînin heta ku ew jî devê Circîsko tije mîz bike...« [5617 qaso_sesev] Bêhna Heso hat ber. [5618 qaso_sesev] Ji kêfan re dikir bifiriya. [5619 qaso_sesev] Rîha xwe firkand, çefiya ku li serê xwe pêçabû vekir û rahişt şefqê danî ser çonga xwe. [5620 qaso_sesev] Li nav şeqên xwe nerî û bêhnikekê ponijî. [5621 qaso_sesev] Bêî ku kum ji serê xwe bike serî di kum de xwirand, ji dil keserek veda û di ber xwe de eşheda xwe bi Xwedê û pêxemberê xwe anî. [5622 qaso_sesev] »Eşhedûenla îlahe îllellah! [5623 qaso_sesev] Ya rebî tu xefûr û kerîm î. [5624 qaso_sesev] Hertişt ji te eyan û beyan e. [5625 qaso_sesev] Eger te pere neavêtana dilê Hemo û em wilo bêpere bi ser çawîş ve biçûna, ma wê çi bi serê me ne kiriba!..« [5626 qaso_sesev] Baran ferikiye. [5627 qaso_sesev] Deng bi sirûştê ketiye, hawêrdor teyrik difirin. [5628 qaso_sesev] Dengê wan û xwuşîniya ava ku ji pozê zinaran, co û cobar û berpalan diherike, di xume xuma çem de digihê hev; di qûntarên çiyê de li hev vedigere; wek senfoniyeke dilşewat vedide û di nav perê ewran de difetise. [5629 qaso_sesev] Mij, cih bi cih xwe ji ser çiyan berdide û di newalan de dicive. [5630 qaso_sesev] Bayekî hêwî di sirtê de dixurbile, mijê dialêse û bi jêr de disûrike. [5631 qaso_sesev] Tam di qorzîbira rohilat û bakur de ezmên sahî vedaye. [5632 qaso_sesev] Hewd di avê de meyane, av di hewdan de dibiriqîne. [5633 qaso_sesev] Di qelîştekên kevir û kuçan re avê daye der; her derî çiyê bûye avtêzanek. [5634 qaso_sesev] Kunmişk fetisî ne. [5635 qaso_sesev] Ji keziyên dar û deviyan bi hemd dilopên avê diniqutin û bi nermî xwe bi nava axê de berdidin. [5636 qaso_sesev] Sirûştê bi vê şapata berî niha beraveke xweş kiriye. [5637 qaso_sesev] Qirş û qal û arava çiyê bi nav çem de avêtiye. [5638 qaso_sesev] Çikçikonk boçikên xwe ên rengînî mîna baweşînkên siltanan vekirine, boçik hêdî hêdî hiltên û datên. [5639 qaso_sesev] Bi kêf ji ser vê tahtê dipengizîn ser tahta din û kubar li dû xwe dinerîn. [5640 qaso_sesev] Mîna ku bi sirûştê re ketine eşqê, nikilên xwe di erdê de dibin û tînîn û xwe vedipejinînin. [5641 qaso_sesev] Beraşe li hewa dilîzin. [5642 qaso_sesev] Teyr nizm difirin. [5643 qaso_sesev] Li dera ha kundekî xwe li ser qûçekê daniye û bi haweyekî kemlan li hawêrdora xwe temaşe dike. [5644 qaso_sesev] Wîqe wîqa roviyekî ji dûr tê. [5645 qaso_sesev] Pêjina guran nayê. [5646 qaso_sesev] Xuyay ye ku keroşk hîn ji mexelên xwe ranebûne. [5647 qaso_sesev] Ji çiyayê himber nêrkewekî qert li dor xwe dizîvire û bi haweyekî serxweçûyî bêwestan dixwîne. [5648 qaso_sesev] Gava pişta wî dikeve newalê, dengê qebqeba wî, di newala din de digere û wek dengê gîtarê belav dibe. [5649 qaso_sesev] Dema berê wî dikeve newalê, îcar mirov dibêje qey komeke derwêş li ser serê çiyê li erbanê dixînin, wilo deng dide. [5650 qaso_sesev] Heso, destê xwe dirêjî gopêl kir û bi qahr got: [5651 qaso_sesev] »Xwe bide ser hev da berî baraneke din li me bide der, em xwe bigihînin wî bênamûsê çawîş. [5652 qaso_sesev] Me ji Xwedê fêm kir, mêrik hevalê mêro ye. [5653 qaso_sesev] Lawo wileh zilm e, lê em çi bikin! [5654 qaso_sesev] Ma mirov di vê roja ku teban nikarin ji qulên xwe derkevin, ji mala xwe derdikeve, hi! [5655 qaso_sesev] Kuro hirç, keftar, gur û beraz çi ne li ber me! [5656 qaso_sesev] Tebayên herî mezin, em bi xwe ne! [5657 qaso_sesev] Howeh li vê ecêbê, me tiştek ji vê heyata xwe fêm ne kir û ne kir! [5658 qaso_sesev] Ez ê bazdim ser xweha Circîs, Circîs jî wê bazde ser xweha min, çawîş û temamê eskeran jî wê bazdin ser xweha min û wî! [5659 qaso_sesev] Tu dibînî bê çi xweş e, ne wilo! [5660 qaso_sesev] Lawê Şûtiko nikare bibe zilam û dev ji berberiyê berde. [5661 qaso_sesev] Bi kuştina wî incex em ê bikaribin ji esker û qomandar û çawîş û mawîşan xelas bibin...« [5662 qaso_sesev] Dilê Hemo bi halê wî şewitî. [5663 qaso_sesev] Bi qewlikê demaçê girt eciqand û xwe bi ser hev de qiriçand: [5664 qaso_sesev] »Ma tu dibêjî ez wî bikujim? [5665 qaso_sesev] Erê hema destûrê bide min û hew. [5666 qaso_sesev] Hi ihi ez ê niha herim wî saqoçermî bikim!« [5667 qaso_sesev] Heso bi haweyê ku bê min çi xwelî li serê xwe kir min wilo got, axivî: [5668 qaso_sesev] »Lo bavo tu jî lo, de heydê bi rêya xwe de, heydê...« [5669 qaso_sesev] Tibabê du kîlometroyan rêya wan mabû. [5670 qaso_sesev] Lê ji ber ku Sitilîlê di hindurê newalê de bû, hawêrdora wê bi çiyan rapêçayî bû û ew jî ne di rê de dimeşiyan, rê ji du kîlometroyan zêdetir bûbû. [5671 qaso_sesev] Di berpala çiyê re meşiyan, xwe ji berpalê bernedan û berpal û berpal çûn heta ku gihan nav bexçeyên sitilîliyan. [5672 qaso_sesev] Piştî ku çem derbas kirin, li hindama mala Şaqûlo rawestiyan. [5673 qaso_sesev] Navbera mala Şaqûlo û qereqolê li dor du sed metroyekî hebû. [5674 qaso_sesev] Hemo bergîl sekinand, qapût ji xwe kir da dest Heso û rahişt kîsikê ku qundera wî tê de bû. [5675 qaso_sesev] Pala xwe da darê, şemitî. [5676 qaso_sesev] Lê dîsa pala xwe dayê. [5677 qaso_sesev] Li ser qerevîzkan bi lez çarox ji lingên xwe kirin û qundere girêda. [5678 qaso_sesev] Qundere û goreyên di hindurê qunderê de ji baranê şil bûbûn. [5679 qaso_sesev] Lingên wî bi zor diçûn qunderê. [5680 qaso_sesev] Demaça xwe, çifta Heso û rextê wî di şemedanê de pêçan, kir kîs û kîs di nav sêncên diriyan de veşart. [5681 qaso_sesev] Heso ji serma ku xwaribû û tirsa çêwîş, dilerizî. [5682 qaso_sesev] Devê wî ketibû hev. [5683 qaso_sesev] Ji bo ku Hemo vî aliyê wî nebîne, kuxuya, serê bergîlê berda û lingên xwe li newqa wê hejand. [5684 qaso_sesev] »Apo apo bisekine!..« [5685 qaso_sesev] Apo nesekinî. [5686 qaso_sesev] Hemo di hewşa qereqolê de gihayê. [5687 qaso_sesev] Nobedarê qereqolê pêrgî wan hat. [5688 qaso_sesev] Du, sê metroyan ji wan bi dûr xwe berda ser kabokan, berê tivingê xist zikê wan û bi hêrs got: [5689 qaso_sesev] »Hûn kî ne? [5690 qaso_sesev] Zû destê xwe bilind bikin û navê xwe bibêjin!« [5691 qaso_sesev] Bergîl ji deng û keft û lepta ê esker cefilî û bêserî li hewşa qereqolê li hev doç bû. [5692 qaso_sesev] Ji ber ku axavtina bi kurdî li qereqolê û cem eskeran qedexe bû, Heso bi tirkiyeke xwar qêriya: [5693 qaso_sesev] »Lawo Hemo, apo bergîl ket!« û serdevkî di bergîlê werbû. [5694 qaso_sesev] Ew li erdê veziliyabû, ay û ûya wî bû û Hemo jî hîn destê wî li hewa û di temenê de ziq li ê esker dinerî. [5695 qaso_sesev] Heso êşiyabû. [5696 qaso_sesev] Gopalê wî di zikê wî de çûbû, hinav eciqîbûn. [5697 qaso_sesev] Di esasê xwe de, ji vê bûyerê dîsa jî sivik filitîbû. [5698 qaso_sesev] »Qûnekê heram, zilam ketiye, zû here wî rake!« [5699 qaso_sesev] Ê esker her çiqasî bi zirt digot »Here wî rake!« Hemo hîn bêtir xwe bi ser hev de dişidand û destên xwe bilind dikirin. [5700 qaso_sesev] Ewqasî bi tirkî nizanîbû. [5701 qaso_sesev] Jê werê ku wî çiqasî destên xwe bilind bikirana, ê esker jî wê ewqasî bi nermî pê re biaxiviya. [5702 qaso_sesev] Ji xwe çakêt lê teng bû, îcar baran jî lê hatibû. [5703 qaso_sesev] Ev hemû ne bes bû, tew bi ser halan de bişkok jî girêdabûn. [5704 qaso_sesev] Çakêt tam lê ziqziqî bû, zendên wî rast ne dibûn. [5705 qaso_sesev] Çakêt qutik hildabû jor, serikê dûçika qûnê bêsitar mabû. [5706 qaso_sesev] Di halekî pir ne xweş de bû. [5707 qaso_sesev] Lê şensê wî baş geriya, ji hindurê qereqolê bi lez eskerekî din derket. [5708 qaso_sesev] Ê esker li ser bayê rêya xwe şiqamek pê ve zeliqand û ew saxtî kir. [5709 qaso_sesev] Dûv re bi destê wî girt û ber bi Heso de kişand. [5710 qaso_sesev] Piştî ku Heso jî hema wilo li erdê saxtî kir û got »Bêşeref, vî gapîrî rake û werin hindurê qereqolê!« bi bazdan çû. [5711 qaso_sesev] Dilê Hemo dilerizî. [5712 qaso_sesev] Nehişî li çep û rastê xwe dinerî, nizanîbû bê wê çi bikira. [5713 qaso_sesev] »Kuro Hemo, Hemo hişê xwe bîne serê xwe! [5714 qaso_sesev] Ev te aqilê xwe winda kiriye, çi bi te hatiye, weh! [5715 qaso_sesev] Rahije min û min bibe hindurê qereqolê!« [5716 qaso_sesev] Hemo ew bersêngî xwe kir, çû hindurê qereqolê û di nîvê salonê de sekinî. [5717 qaso_sesev] Li derdora xwe nerî ku cihekî bibîne û Heso li wir bide rûniştandin. [5718 qaso_sesev] Li ber deriyê ku diçû oda çêwîş pênc kursî rêzkirîbûn. [5719 qaso_sesev] Wî bêî ku destûrê ji eskeran bixwaze, destê xwe dirêjî kursiyekî kir. [5720 qaso_sesev] Eskerekî girs î dirêj, jê re digotin »Fatîh«, pehînek li zendê Hemo xist kursî ji dest pekiya. [5721 qaso_sesev] »Qeşmer ew kursî ne ji bo we li wir hatine danîn! [5722 qaso_sesev] Hûn kengî wilo mezin bûne heta ku hûn li ser kursiyan rûnin, ha!« û bi serê xwe qorziya salonê işaret kir. [5723 qaso_sesev] Hemo Heso li ser çementoyê danî û bi bazdan hat li ber Fatîh sekinî. [5724 qaso_sesev] »Emir bike qomandarê min!« û temene girt. [5725 qaso_sesev] Deling û serê delingên pantorê wî seranser herî girtibû. [5726 qaso_sesev] Heriya binê qundera wî ser çementoyê lewitandibû. [5727 qaso_sesev] Li gor isûl û adetên qereqolê, ev sûc bû. [5728 qaso_sesev] Bi bergîlê hatibûn hewşa qereqolê, ev jî sûc dihat hesibandin. [5729 qaso_sesev] Baş bi tirkî nizanîbûn, gotinên eskeran bi wan dubare kiribûn esker aciz bûbûn, sûc bû. [5730 qaso_sesev] Bi ser de jî sergirêdayî ketibûn hewşa qereqolê. [5731 qaso_sesev] Ji rêyeke dûr di qir û qefaliyê de hatibûn û pir westiyabûn. [5732 qaso_sesev] Û bedêla her sûcî jî lêdan û pere bûn. [5733 qaso_sesev] Dixwestin ku esker wan wek xwe insan bibînin û di meqamê wan de bikaribin li ser kursiyan rûnin. [5734 qaso_sesev] Ma ne ji ber vê yekê bû ku Hemo bedil li xwe kiribû. [5735 qaso_sesev] Eskerekî hûrik bêhnekê li Fatîh nerî. [5736 qaso_sesev] Dûv re berê xwe da Heso, guh da ser halê wî û di dilê xwe de got û biland: [5737 qaso_sesev] »Rûniştina li ser kursiyê ne tiştekî ewqasî mezin bû. [5738 qaso_sesev] Eger van belengazan, ew rûmet ji qada me ya desthilatdar bidîtana, belkî hişê wan bihata serê wan û dev ji berberiya navxweyî berdana. [5739 qaso_sesev] Him ma ne qaşo herdu alî jî misilman in. [5740 qaso_sesev] Yanî pêxember û Xwedayê me û wan yek e. [5741 qaso_sesev] Em jî û ew jî em pev re rojî digirin û difitirin. [5742 qaso_sesev] Cejna me û wan yek e. [5743 qaso_sesev] Em û wan berê xwe didin Mekê û di mizgeftekê de limêj dikin. [5744 qaso_sesev] Ew jî, em jî zekatê didin. [5745 qaso_sesev] Me bi hev re li ingilîz û yûnaniyan xistibû û em hatibûn kuştin. [5746 qaso_sesev] Me zir dewletek bi qeweta van çêkir. [5747 qaso_sesev] Di şerê Korê de dîsa ev bûn. [5748 qaso_sesev] Kafir û xayinên herî mezin em bi xwe ne ku me ew kuştin û me welatê wan talan kir! [5749 qaso_sesev] Û bi ser de jî qîzên wan jinên me ne. [5750 qaso_sesev] Ji pîrekên xwe ên ku bêisûliyek kiribû re dibêjin, ‘Hesêbî eskerekî bazda ser, xem nake, wê efû bike!’ Ev çi zilm e! [5751 qaso_sesev] Ev çi dîn e! [5752 qaso_sesev] Ev çi ûjdan e! [5753 qaso_sesev] Ev çi heq û hiqûq û edalet e! [5754 qaso_sesev] Ma ne qaşo em misilman hemû birayên hev bûn. [5755 qaso_sesev] Ev dinyaya ‘fanî’ ne a yekî ji me bû. [5756 qaso_sesev] Xwedê dinya ji bo pêxemberê me ava kiribû û ne hiştibû ku ev pêxember sed salekî li vê dinyayê bijî. [5757 qaso_sesev] Seyr e! [5758 qaso_sesev] Ey Xwedê, te çima xwe daye pişt me û tu bi me re pê li van hêsîran dikî! [5759 qaso_sesev] Em di malên wan de li ser doşekên hirî û zemberîşan rûdinin; zikê xwe ji goştê berx, kar û elokan û birincê dikin pêpîk. [5760 qaso_sesev] Û bi ser de jî em dest dirêjî nav livîna wan dikin! [5761 qaso_sesev] Me bikujin, me heq kiriye!..« û ber bi hindurê qawîşê de lezand. [5762 qaso_sesev] Fatîh piştî ku kulmek û çar şiqam li dev û ruyê Hemo xistin, dest bi xeberan kir: [5763 qaso_sesev] »Bênamûs lawê bênamûsan, kûçik lawê kûçikan, zû here wê bergîlê ji hewşê derxîne!« [5764 qaso_sesev] Hemo bêî ku destên xwe bihejîne û xwîna ku ji bêvilê diherike paqij bike, di temenê de wek pisîkê ji cihê xwe çeng bû û bi bergîlê ve çû. [5765 qaso_sesev] Fatîh madê xwe ê tirş hîn tirştir kir, tifî çep û rastê xwe kir û ji salonê derket. [5766 qaso_sesev] Bêhnek ne ket wê navê, çefiyeke belek ku di xwînê de debixîbû xist destê Heso. [5767 qaso_sesev] »Gapîr, bi vî paçikî pêşî heriya ser çementoyê paqij bike û dûv re jî bi paçikê ku te li serê xwe pêçabû ziwa bike« û pehînek li termaza wî xist. [5768 qaso_sesev] Heso di nava xwe de dikeliya, lê ew kela wî ne ji ber rabestinên ku ê esker pê re dikir. [5769 qaso_sesev] Di dilê xwe de digot, »Ê ne Circîsko, Xwedê ji min û te re kerîm e, kuştina te bi destê min e« û çefî bi çementoyê ve didewisand. [5770 qaso_sesev] Çefî a Fermanê sitilîlî bû. [5771 qaso_sesev] Çend roj berê gava başçawîş û jina xwe li nav gund digerin, Ferman jî ji dûr ve bi haweyekî balkêş li jina wî temaşe dike. [5772 qaso_sesev] Başçawîş wî dibîne û vê yeka ha bi xwe ne xweş tîne. [5773 qaso_sesev] Wî digire û li wê navê dide ber kulm û şiqaman. [5774 qaso_sesev] Dûv re jî wî dikişîne qereqolê, lê êşkencê dike û çar şev û çar rojan di zindanê de dihêle. [5775 qaso_sesev] Jina çawîş ne pîrekeke ewqasî xweşik jî bû. [5776 qaso_sesev] Bi tenê tilmiqûnên wê girover û mezin bûn. [5777 qaso_sesev] Xweşikbûna wê ji wir dihat. [5778 qaso_sesev] Pantorên teng li xwe dikirin. [5779 qaso_sesev] Gava dimeşiya tilmiqûnan hev disût, serê tilmikan di pantor de dizewirîn, wek du hinaran bel dibûn û hêdî hêdî dihejhijîn. [5780 qaso_sesev] Ferman xort bû û pîrekên bi pantor hîn ne dîtibûn. [5781 qaso_sesev] Li herêmê ji bilî xortan kêm zilaman pantor li xwe dikirin. [5782 qaso_sesev] Xort û zilamên sitilîliyan ji tirsa lêdanê, di her gava ku başçawîş bi jina xwe re li nav gund digeriya, serê xwe dixistin ber xwe, li erdê temaşe dikirin û bi lez kolanên gund diterikandin. [5783 qaso_sesev] Dema ku jina wî diçû qehwa gund, herkesî berê xwe jê diguhert û yeko yeko belav dibûn. [5784 qaso_sesev] Beqalê gund Kermoyê kulek, destek datanî ser çavên xwe û bi destê din jî tişt û mişt dirêjî destê jinikê dikirin. [5785 qaso_sesev] Jinik jî pir gerok bû, roja xwe ji malê bêtir li nav gund derbas dikir. [5786 qaso_sesev] Baş bû ku ewqasî ne dihat gund. [5787 qaso_sesev] Ji destê wê gelek xortan xwe ji gund dabûn alî. [5788 qaso_sesev] Di eslê xwe de başçawîş ji aliyê jinê de ne mirovekî ewqasî dilxerab bû jî. [5789 qaso_sesev] Ji ber ku jinik, bi tena serê xwe li bajaran digeriya. [5790 qaso_sesev] Diçû bendava Nisêbînê seyrangehê. [5791 qaso_sesev] Li bajêr gelek hevalên wê ên dikandar hebûn. [5792 qaso_sesev] Li malên wan radiket. [5793 qaso_sesev] Diçû Mêrdînê. [5794 qaso_sesev] Li wir jî hevalên wê hebûn. [5795 qaso_sesev] Geh li malên wan geh li hotêlan radiza. [5796 qaso_sesev] Lê digel vî haweyî başçawîş dîsa jî hîç tahmûl ne dikir ku xortên sitilîliyan li jina wî temaşe bikirana. [5797 qaso_sesev] Heso bi qûnkişkê hindurê salonê paqij dikir. [5798 qaso_sesev] Tirsa çend rojan û serma ku bi rê de xwaribû di dilê wî de li hev geriyabû. [5799 qaso_sesev] Mîna ku dendikê şebeşan biçirisîne, her ji bêhnikekê taximên diranan li hev diketin. [5800 qaso_sesev] Lêv tam bi hev zeliqî bûn û rîha wî wek dara ku pelên xwe biweşîne, diricifî. [5801 qaso_sesev] Fatîh ji qurm de bi rîha wî girt û xwe bi ser de zirzitand: [5802 qaso_sesev] »Pîsê heram, dengê xwe hilde û bibêje bê tu çi dibêjî! [5803 qaso_sesev] Tu siqêfan dikî ha!« [5804 qaso_sesev] »Begê min wilehî ez tu tiştî nabêjim yaho. [5805 qaso_sesev] Haşa, ma ez kî me ku ez ê bikaribim gotinên xerab bi zatekî wek te mezin re bikim. [5806 qaso_sesev] Te tu qisûr ne kiriye begê min. [5807 qaso_sesev] Qisûr hemû ji me ye. [5808 qaso_sesev] Dibe ku me hinekî hûn zivêr kiribin, xete ji piçûkan efû ji mezinan, me bibexişîne.« [5809 qaso_sesev] Bi destê Fatîh girt, kir ku maçî bike. [5810 qaso_sesev] Fatîh destê wî heliqand û xwe jê vekişand. [5811 qaso_sesev] Heso li ber xwe neket. [5812 qaso_sesev] Dîsa situyê xwe jê re tewand û lingê xwe ê seqet işaret kir: [5813 qaso_sesev] »Aha binere begê min, lingê min şikestî ye. [5814 qaso_sesev] Circîs Aslan« û di cih de sekinî. [5815 qaso_sesev] Soza ku şevê din bi Sarê re dabû hat bîrê. [5816 qaso_sesev] Fikirî û fikirî û da ber hev. [5817 qaso_sesev] Aliyekî wî yî pêxemberî hebû. [5818 qaso_sesev] Çawa ku pêxember, xelîfe, siltan û qiralên dinyayê jî gava diçûn şer, jin bi xwe re dibirin; ji zewqa ku jinê dida wan bêhnfireh dibûn û serast biryar didan, Heso jî wilo fikirîbû. [5819 qaso_sesev] Ji bo ku bizanibe Circîs çûye gilî an na? [5820 qaso_sesev] bi Sarê re raza bû. [5821 qaso_sesev] Jê re soz dabû ku Circîs ne çûba qereqolê û gilî lê ne kiriba, wî jî wê ji vê hatina xwe re rêyek bidîta û behsa pevçûna doh ji eskeran re ne kiriba. [5822 qaso_sesev] Piştî ku di dil xwe de got »Na na, ew hatiye vê qereqolê û gilî li me kiriye, ma ne Kenêr jî wek min fikirîbû!« û bi ê esker re tevda: [5823 qaso_sesev] »Begê min, Circîs hinavên min bi lêdanê birîn kirine, ji destê lêdana wî, îro çend roj in min nan ne xwariye; dilê min ji nêza li hev dikeve, ez pir diêşim, pir!..« [5824 qaso_sesev] Heso, herçi esker bûn xweş nas dikirin. [5825 qaso_sesev] Dizanîbû ku çiqasî xwe ji Fatîh re deyne, gava ku çend qurûşekî nedêyê wê fêde neke. [5826 qaso_sesev] Lêbelê mîna ku vê yekê hîç nizanibe, dîsa jî xwe jê re datanî. [5827 qaso_sesev] »Begê min, ê ne te ne dît bê Circîs Aslan û zaroyên xwe û muxtarê gund Bedran Aslan, çi afatî bi serê me de anîn!..« [5828 qaso_sesev] Fatîh destê xwe di nava wî rakir, bi dengekî bilind û sivik sivik peyivî: [5829 qaso_sesev] »Kûçik, ev tu çi dibêjî! [5830 qaso_sesev] Circîs mircîs, Bedran medran heywan in, insan in çi ne ev!« [5831 qaso_sesev] Eger hema bêhnek din Hemo ne hatiba, Fatîh wê Heso bi şiqaman gêj kiriba. [5832 qaso_sesev] »Lawo Hemo zû pereyan derxîne!»got û xwe dada çakêtê wî. [5833 qaso_sesev] Bi berstikê girt û bi teqil ew ber bi xwe de kişkişand. [5834 qaso_sesev] Bişkoka jor di qulpikê de şikest çakêt vebû; wî wek zarokan destên xwe di paxila wî de gerandin. [5835 qaso_sesev] Qewlik ne dît. [5836 qaso_sesev] Vê carê jî bi kurdî û bi wahc peyivî: [5837 qaso_sesev] »Kuro kanîn pere!« û bi herdu destan pêxêla Hemo hejand. [5838 qaso_sesev] Fatîh bi gotina wî re piştî ku pehînek di pişta Hemo de werkir, hestiyê kefa destê xwe li eniyê xist, serê wî li dîwêr ket. [5839 qaso_sesev] Taximên diranan ji dev pekiyan. [5840 qaso_sesev] Taximê jor bi ser çefiya ku pê salon paqij dikir gindirî û tîtikî xwe palda. [5841 qaso_sesev] Hersê diranên wî ên pêş ji çamûrê xuya ne dikirin. [5842 qaso_sesev] »Qeprax, ma vir mala te û bavê te ye ku tu bi zimanê kirokî diaxivî, ha!..« [5843 qaso_sesev] Wî herdu destên xwe bilind kirin û bi haweyekî kelûgirî: [5844 qaso_sesev] »Pir estexfîrulah begê min! [5845 qaso_sesev] Ez jî nizanim bê çawa ji devê min derket. [5846 qaso_sesev] Min di hizûra cenabê te de pîsiyek kir, min bibexişîne...« [5847 qaso_sesev] Hemo qewlik li ser taziyê xwe girêdabû. [5848 qaso_sesev] Bi lez ji ser tazî kir û dirêjî destê Heso kir. [5849 qaso_sesev] Qewlik ji çermê gê bû. [5850 qaso_sesev] Zînê qewlik li ser sê taxan bi nexê şimakirî dirûtibû. [5851 qaso_sesev] Xwêhdanê li qewlik vedabû şima nerm kiribû û şimê di qulikên dirûnan re dabû der. [5852 qaso_sesev] Heso bêmefer qewlik vekir, serê xwe bi ser de bi haweyê ku Fatîh nebîne tewand û destê xwe di nav taxên pereyan de li kaxeta herî piçûk gerand. [5853 qaso_sesev] Pere hemû 2700 wereqên tirkî bûn. [5854 qaso_sesev] Çar kaxet jê pênc sed pênc sed, sisê jê sed sed, pênc jê pêncî pêncî, yek deh û ên din jî hemû bîst bîst bûn. [5855 qaso_sesev] Pereyekî pir bû. [5856 qaso_sesev] Heso tu carî bi ewqas pere ne dihat qereqolê. [5857 qaso_sesev] Eger bi rê de bizanibûya ku ewqas pere li ser Hemo ne, miheqeq wê du hezar jê di bin tahtekê de veşartibana. [5858 qaso_sesev] Bîst wereqe xistin destê Fatîh. [5859 qaso_sesev] »Aha wilo gapîr were îmanê!»got û çû. [5860 qaso_sesev] Vî hîn salon derbas ne kiribû yekî din hat. [5861 qaso_sesev] Ev ê ku dihat Cengîz bû. [5862 qaso_sesev] Heso bi hatina wî kêfxweş bû. [5863 qaso_sesev] Rîha xwe firkand û keniya: [5864 qaso_sesev] »Ooo Cengîz bey, ev tu li ku derê bû yaho, tu ne xuya bû! [5865 qaso_sesev] Agir bi malê neketo ji sibeha Xwedê de em li vir di vî halê ne xweş de, tu li vir e û tu nayê bi me ve ha!..« [5866 qaso_sesev] Cengiz bêdeng bêhnekê li wan nerî. [5867 qaso_sesev] Dûv re paniya potîna xwe tam xist defa sênga Hemo û bi dîwêr ve eciqand. [5868 qaso_sesev] Çavên Hemo wek du xarên zindoqî lîstin. [5869 qaso_sesev] Piştî ku şiqamek şelpand patika serê Heso, xwe bi ser de tewand û kire zirte zirt: [5870 qaso_sesev] »Hûn li gund tivingan berdidin hev ha! [5871 qaso_sesev] Ê ne îşev em ê we bi lêdanê tirek bikin!..« [5872 qaso_sesev] Heso wek çûkê ku başoke di ser re bifire, xwe melisandibû û ziq li kortikên çavên wî dinerî. [5873 qaso_sesev] Lê ecêbmayî mabû. [5874 qaso_sesev] Di dilê xwe de got, »Haho ev tirk çi miletekî bêbav e!« [5875 qaso_sesev] Berî niha bi sih û çar rojan dê û bavê Cengiz ji bajarê Gelîbolûyê hatibûn Sitilîlê. [5876 qaso_sesev] Heso bi mebesta ku lawê wan li himber Circîs bi kar bîne, ew ezimandibûn. [5877 qaso_sesev] Du şevan li mala wî raketibûn. [5878 qaso_sesev] Ew biribûn Nisêbînê û tam 1050 wereqe li wan mesref kiribû. [5879 qaso_sesev] Ji mala xwe bi qedir û qîmet bi rê kiribûn. [5880 qaso_sesev] Cengiz nanê wî pir xwaribû. [5881 qaso_sesev] Car caran pere jê xwestibûn û wî jî dabûyê. [5882 qaso_sesev] »Cengiz beg, ha ji te re jî bîst wereqe!« [5883 qaso_sesev] Cengiz bîst wereqên wî heliqandin. [5884 qaso_sesev] Tiliya xwe a girdikê danî ser gwîzeka qirika wî tilî di gwîzekê de çû xwar û devê xwe anî ber guhê wî: [5885 qaso_sesev] »Yextiyarê qûnvirik bîst hindik e, pêncî bide min!« [5886 qaso_sesev] Heso bêkip pêncî wereqe dayê. [5887 qaso_sesev] Cengiz çû. [5888 qaso_sesev] »Apo, min tiştek ji exlaqê van eskeran fêm ne kir, him pereyan ji me distînin û him jî li me dixin!« [5889 qaso_sesev] Heso tiliya xwe anî ber devê xwe: [5890 qaso_sesev] »Hişşş dengê xwe neke, bi a wan bike« û wî hiş ne kir. [5891 qaso_sesev] »Lawê min, her çi tirk e qahpe. [5892 qaso_sesev] Ma tu ne çûyî kerxanê hîç? [5893 qaso_sesev] Pîreka qahp bêfedî ye. [5894 qaso_sesev] Perda ruyê wê qetiyaye. [5895 qaso_sesev] Him te berdide ser xwe û him jî gava tiştekî te li hesabê wê ne hat, tiliyê diavêje qûnê û ji te re ‘qûnekê heram’ dibêje. [5896 qaso_sesev] Ev tirk miletekî wilo ye ku şipya dikarin di diya xwe û rûniştî jî di a mirov nin! [5897 qaso_sesev] Pîrekên wan li kerxana Mêrdînê û Diyarbekirê ez pêncî carî şipya berdame ser xwe!..« destê xwe li sênga xwe dixist û bi teqil digot. [5898 qaso_sesev] Di eslê xwe de Heso, li Diyarbekirê carekê çûbû kerxanê, lê tiştek bi jinikê ne kiribû. [5899 qaso_sesev] Jê re »abla« gotibû. [5900 qaso_sesev] Jinik jî perê xwe jê distîne, çend şimikan tê wer dike û wî ji odê diavêje. [5901 qaso_sesev] Ji Sarê pê ve doxîna wî li tu pîrekê venebûbû. [5902 qaso_sesev] »Lêbelê apo, ma ne Aydin Guzel jî tirk bû. [5903 qaso_sesev] Ew wek melayiketekî bû. [5904 qaso_sesev] Berberî ji nav me rakiribû, destava di axuran de qedexe kiribû. [5905 qaso_sesev] Eskerên wî ji dêvla ku li qaçaxê bigeriyana, îcar di kadîn û axuran de li gû digeriyan...« [5906 qaso_sesev] Heso ji dil keniya: [5907 qaso_sesev] »Erê kuro, ma ne tê bîra te bê wî dêqahpê Circîs li ser cebilê qûna xwe çend caran pere dan! [5908 qaso_sesev] Howeh kuro, ew Aydino bê çi zilamekî baş bû, bi me gû ji axur û maxur û bin sefirne û mefirnan derbasî çalan kiribû. [5909 qaso_sesev] Gava qaçaxçiyan li hidûd dixistin jî, wî gotinek çort bê çi ye, bi me re ne dikir...« [5910 qaso_sesev] »Ax ku tirk hemû wilo wek wî qenc û bedew bana...« [5911 qaso_sesev] »Tirk û qenc ha, Aydino ne tirk bû ehmeq! [5912 qaso_sesev] Ew miheqeq ji tuxmê yûnaniyan bû. [5913 qaso_sesev] Ma te hîç eskerekî bedew, xweşik û porzer ditiye? [5914 qaso_sesev] Aydino xortekî porzer û li hevhatî bû. [5915 qaso_sesev] Di qîzaniya xwe de porê Sarê jî hinekî zer bû. [5916 qaso_sesev] Pêxemberê me bi xwe jî hej porzeran kiriye. [5917 qaso_sesev] Yanî Aydin Guzelo bi tirkî peyivî be, wê bibe çi! [5918 qaso_sesev] Ez jî bi tirkî dizanim, îcar ma ez bûm tirk, tu bi qedirê xwedê kî, lo! [5919 qaso_sesev] Circîsko çi be tirk ew in; tuxmê wan yek e...« [5920 qaso_sesev] Heso hîn di bin tesîra van gotinên xwe ên mêranî de bû, eskerek bi lez derbas bû û hilkişiya jor. [5921 qaso_sesev] »Hê hê esker efendî, patîşahim, allahê min pere pere!..« [5922 qaso_sesev] Lê ê esker hîç guh nedayê. [5923 qaso_sesev] »Apo, ma tu dibêjî esker wê hîn jî bi ser me de bên?« [5924 qaso_sesev] Xwîn di Heso de geriyabû. [5925 qaso_sesev] Sawa xwe revandibû. [5926 qaso_sesev] Kaxetên bîst bîst û pêncî pêncî ji hev veqetandibûn, xistibûn du bêrîkên şerwêl û qewlik li ser taziyê xwe girêdabû. [5927 qaso_sesev] Keniya û got: [5928 qaso_sesev] »Helbet wê bên, pere hene pere! [5929 qaso_sesev] Ji xeynî çawîş tam yanzdeh esker li vê qereqolê ne, ew ê niha yek bi yek bên û destê xwe li ber min vegirin. [5930 qaso_sesev] Ez ê jî bidim; ji bo ku wan li Circîs tam sor bikim û şerefa wî têxim bin lingan. [5931 qaso_sesev] Şeref û namûs bi pereyan tê parastin, birako. [5932 qaso_sesev] Ma ku ne bi qeweta pereyan be, em ê çawa bikaribin nehêlin ku di vê qereqolê de esker pê li şerefa me bikin! [5933 qaso_sesev] Camêrî bi pereyan dibe. [5934 qaso_sesev] Ma te feqîrekî camêr dîtiye? [5935 qaso_sesev] Na, te ne dîtiye. [5936 qaso_sesev] Feqîr bixwazin jî nikarin bibin camêr. [5937 qaso_sesev] Heta mirov bi pereyan dikare bihuştê jî bikire. [5938 qaso_sesev] Xêr û xêrat bi pereyan dibin. [5939 qaso_sesev] Mirovê ku nikaribe dehî û heqîqan bide, wê çawa di ser pira selatê re derbas bibe, hi? [5940 qaso_sesev] Feqîr nikarin ciwangan bikirin û wan bikin dehî û heqîqe ku li ser pira selatê li wan siwarên û di pirê wernebin. [5941 qaso_sesev] Wey li halên feqîran be!..« [5942 qaso_sesev] Hemo devê xwe bi gotineke mezin dagirt, wî rê nedayê. [5943 qaso_sesev] Xwêzî di qirika Hemo de ma, ji mecbûrî pala xwe da dîwêr. [5944 qaso_sesev] »Hemo!« [5945 qaso_sesev] »Çi ye apo?« [5946 qaso_sesev] »Niha bi rastî dikeve serê te jî ku mirov li wê dinyayê li ser pira selatê li ciwangan û golik û molikan siwar tê? [5947 qaso_sesev] Mirov li ser bênderê nikare li golik siwarê, îcar wê mirov çawa bikaribe li ser wê pira ku ji devê şûr ziravtir e li golik siwarê!« [5948 qaso_sesev] »Apo ez xulamê te me dev ji van kufiriyan berde. [5949 qaso_sesev] Em di cîhekî teng de ne, vir ne cihê wê ye.« [5950 qaso_sesev] »Ehmeqê heram, ku dibêje vir ne cihê wê ye. [5951 qaso_sesev] Ji xwe vir tam cihê wê ye. [5952 qaso_sesev] Xwedê dev ji vê qereqolê berdaye. [5953 qaso_sesev] Di vir de kî ji Xwedê re çi bibêje jê re dimîne. [5954 qaso_sesev] Çimkî gava te lingên xwe avêt hindurê hewşa qereqolê, melayiketên ku xêr û gunehan dinivîsînin ji ser herdu milên te difirin û tu bi tena serê xwe dimînî.« [5955 qaso_sesev] Heso wê hîn gelek tişt bigotana, lê ê esker ne hişt. [5956 qaso_sesev] »Qûnekino hûn çi dipeyivin?»got û kulma xwe bilind kir ku li devê Hemo xîne. [5957 qaso_sesev] Heso destê xwe ji kulma wî re kir mertal, bîst wereqê di kefa destê wî de ji ê esker xuya kir. [5958 qaso_sesev] Esker kulma xwe danî; bêdeng pere berdan bêrîkê, wek dînan li dor xwe nerî û bi lez çû. [5959 qaso_sesev] »Lawê qûndekê ecemî ye, ha. [5960 qaso_sesev] Hîn baş fêm ne kiriye ku bê mirov xwe çawa difroşe. [5961 qaso_sesev] Erê kuro, min sed carî ji te re got ku bazde ser diya Cengiz, lê te bi amin ne kir. [5962 qaso_sesev] Jinikê xwe bi te ve dixwirand, dilketibû te. [5963 qaso_sesev] Eger te bazda ser, îro lawê wê jî wê wilo li serê me ne kiriba. [5964 qaso_sesev] Lawê tirê heyfa ku te çima baznedaye ser dê, ji me hiltîne!« [5965 qaso_sesev] »Apo, mêvan bûn. [5966 qaso_sesev] Ma dibû ku mirov bazda ser mêvana xwe?« [5967 qaso_sesev] »Bênamûs, ku dibê ma dibû! [5968 qaso_sesev] Çawa ne dibû, pêşî gerek mirov di wê mêvana xwe...»got û di cih de qut kir. [5969 qaso_sesev] Eskerekî din bi rê de bû. [5970 qaso_sesev] Êdî hedê wî bû biaxiviya. [5971 qaso_sesev] Ê esker hîn sê, çar metroyan ji wan dûr bû, wî destê xwe hilda. [5972 qaso_sesev] Bîst wereqe bi tiliya xwe a girdikê û işaretê girt û dest hejand. [5973 qaso_sesev] Dûv re ji nişkê ve destê xwe danî, avêt bêrîkê û pêncî wereqe derxist. [5974 qaso_sesev] »Begê min Yavuz, ev jî xelata te ye, min ji te re hilanîbû.« [5975 qaso_sesev] Yavuz zilamekî dirêj î dagirtî bû. [5976 qaso_sesev] Heso pir jê ditirsiya. [5977 qaso_sesev] Zalim bû. [5978 qaso_sesev] Carekê di mala wî de bi sebeba ku çima goştê elokê jê re çênekiriye, di tepsika hêkên qelandî û beroşa birincê de tif dike û du kulman li argûşkên wî dixîne. [5979 qaso_sesev] Argûşk ji ser hev diçe û Heso li dor mehekê nexweş dikeve. [5980 qaso_sesev] Û du caran jî wî li qereqolê dixe felaqê. [5981 qaso_sesev] Yavuz piştî ku qotê serê Heso teptipand û bi qot de tif kir, li ber Hemo çong berdan. [5982 qaso_sesev] Hişk bi berstika wî girt û bi qahr got: [5983 qaso_sesev] »Lawê qahpikê, ev te hîç ji destê min lêdan xwariye gelo?« [5984 qaso_sesev] Hemo wek lempa ber bê, di cih de xwîn lê vemirî. [5985 qaso_sesev] Gewde serî ranegirt, sitû xiliya û bi dengekî xeniqî lêv ji ser hev çûn: [5986 qaso_sesev] »Na begê min.« [5987 qaso_sesev] Hemo kilkiland. [5988 qaso_sesev] »Na ha! [5989 qaso_sesev] Ê ne îşev bi lêdanê ez ê di jina te...im!« [5990 qaso_sesev] Dûv re ji qurm de bi herdu guhên wî girt û hêdî hêdî rabû ser xwe. [5991 qaso_sesev] Her ku wî hildida xwe, Hemo jî wek hêlîna zelore, piç bi piç pê re bilind dibû. [5992 qaso_sesev] Serê wî çar caran li dîwêr xist û hîç jî kirpînî ne ketê. [5993 qaso_sesev] Piştî ku ji Heso re got: [5994 qaso_sesev] »Min di Xwedayê te kut...o, ji bo mêrxasekî wek min, ma pêncî wereqe ne hindike, hi!« û kulmek li devê wî xist. [5995 qaso_sesev] Lêva wî a jor bi kulmê re ecinî. [5996 qaso_sesev] Xwîn jê ne hat. [5997 qaso_sesev] Heso çi pereyên ku di bêrîkan de hebûn kir qefil û bêî ku tiştekî bibêje avêt ber lingên wî. [5998 qaso_sesev] Ji ber ku piraniya eskeran hertiştê xwe bi plan di mista başçawîş de dikirin, Yavuz rahişt du kaxetên pêncî pêncî; wek çixarê pêça û rîha Heso pê şeh kir. [5999 qaso_sesev] Piştî bêhnekê bişkokên pantor ji qulpikan kir, serê qereqopkê xwe derxist pere pê firkand û firkand û berda bêrîka xwe. [6000 qaso_sesev] Dûv re jî ji kezebê elq da xwe û pelxemeke mezin tam di kortika serî de werkir. [6001 qaso_sesev] Pelxem di navbera birhûyan re wek ava cokê bi lez herikî, herdu çavên wî şil kirin, xwe berda ser simbêlan û li wir civiya. [6002 qaso_sesev] Heso pelxem bi zendê xwe ê rastê paqij kir. [6003 qaso_sesev] Ji enîşkê heta ku digiha bazinê dest, pelxemê wek pizana pez xuya dikir. [6004 qaso_sesev] »Qûngenî bi êvarkî re em ê hevdu bibînin!« nav şeqên xwe firkand û çû. [6005 qaso_sesev] Li gor adetên eşîrên herêmê, bi haweyê ku esker kir sûcekî mezin bû. [6006 qaso_sesev] Cezê wê jêkirin bû. [6007 qaso_sesev] Li himber vê yeka ha kirpînî ne ket Heso, lêbelê di dilê xwe de jî bêdeng nema: [6008 qaso_sesev] »Bi kêmanî gerek min bigota, ‘begê min eyb e, têra me li me bixîne û vî tiştê xwe di ser me re nehejîne. [6009 qaso_sesev] Ê bi te ve bi me jî ve heye. [6010 qaso_sesev] Yanî a ku tu dikî mêranî ye?’ Oh tu jî lo, dibû ku li min bida û lingê min ê din jî bişikenanda. [6011 qaso_sesev] Ez tirsiyam. [6012 qaso_sesev] Na, dema ku bi bafîka qaçaxçiyan li tabûra Nisêbînê yuzbaşî di devê min de mîzt, ez li himber rabûm û min qiyamet rakir! [6013 qaso_sesev] Destekî min şikenand û dîsa jî min jê danexwar. [6014 qaso_sesev] Baş e, çima niha min ew mêraniya ha nekir, hi? [6015 qaso_sesev] Ji xwedayê min re xeber da, min dîsa li xwe ne qewimand. [6016 qaso_sesev] Îcar çi yanî? [6017 qaso_sesev] Bila xwedayê te li ser xwe bixeyidiya, bavê mi-no. [6018 qaso_sesev] Ji tirsa lêdanê mirov çawa dikare xwe ewqasî piçûk bixîne! [6019 qaso_sesev] Na na, ne ez, Circîs piçûk e. [6020 qaso_sesev] Bi telaq eger min bizanîbûya ku wê bi desthilanîna min re, teresan nebûna hevalên wî kafirî, min ê tofan rakiribûya! [6021 qaso_sesev] Lê ez çi bikim ax!..« [6022 qaso_sesev] Başçawîş li qata jor di meqamê xwe de rûniştibû. [6023 qaso_sesev] Bêî ku van herdu mirovan bi xwe agahdar bike, bi hostayî hertişt ji wir îdare dikir. [6024 qaso_sesev] Di rojên ku gundî pevdiçûn, wî jî eskerên xwe li hev dicivandin û planê ku wê çawa bikaribin gundiyan pir bişelihînin û ji şexsiyetê bikin, dikirin. [6025 qaso_sesev] Şelihandin û bêşexsiyetkirin du pirensîpên qereqolê ên esasî bûn. [6026 qaso_sesev] Gava insan bêmal û pere dibû, manewiyeta wî jî qels diket û li ser tiştekî herî sivik dikarîbû xwe piçûk bixista. [6027 qaso_sesev] Mirovê birçî nikarîbû baş bifikiriya. [6028 qaso_sesev] Lênerînên wî mij û xumamî bûn, rûniştî tiştekî wî î tebût tune bû. [6029 qaso_sesev] Şexsiyeta feqîrnezanan di destê zaliman de wek hevîr rû dida û komutanên herêmê jî bi vê yeka ha baş dizanîbûn. [6030 qaso_sesev] »Apo, min bergîl bir mala Şaqûlo. [6031 qaso_sesev] Wî û jina xwe silav li te dikirin. [6032 qaso_sesev] Dixwazin ku em îşev mêvanên wan bin. [6033 qaso_sesev] Gava ku ez hatim, jina wî dest bi haziriya şîva me kiribû jî...« [6034 qaso_sesev] Heso bi haweyê ku lê guhdar dikir, bêdeng sekinîbû. [6035 qaso_sesev] Xeyalan mîna ewran girtibû ser mejiyê wî, ewrek diherikî ê din dihat. [6036 qaso_sesev] Ê esker siqêf bi xwedayê wî re kiribûn. [6037 qaso_sesev] Dixwest daqurtîne, lê dikir ne dikir ne diçû xwar. [6038 qaso_sesev] Circîs ji bîr kiribû. [6039 qaso_sesev] Ji kûr û dûr diponijî û giraniya aqilê xwe hemû berdabû ser islamê, Xwedê û edaleta wî. [6040 qaso_sesev] Li xwe difikirî. [6041 qaso_sesev] Misilman bû û îbadet ji Xwedê re dikir. [6042 qaso_sesev] Bi xwe re ketibû devjengê. [6043 qaso_sesev] »Niha bi rastî qey ev Xwedê vê zilmê nabîne gelo? [6044 qaso_sesev] Belê dibîne. [6045 qaso_sesev] Baş e, çima deng nake? [6046 qaso_sesev] Qey îman bi te re nemaye ji ber vê yekê. [6047 qaso_sesev] Na, ne wilo ye. [6048 qaso_sesev] Ma Sarê û mele Salar jî bêîman in? [6049 qaso_sesev] Na, ez bawer nakim. [6050 qaso_sesev] Ew îmankamil in. [6051 qaso_sesev] Baş e, Xwedê çima li ser zilma ku esker bi wan re dikin, deng nake? [6052 qaso_sesev] Qey Xwedê qedera wan wilo nivîsiye? [6053 qaso_sesev] Weh weh, ew insan in baş in û îbadetê ji Xwedê re dikin. [6054 qaso_sesev] Hevalê wî nin. [6055 qaso_sesev] Îcar Xwedê çima qedera hevalên xwe wilo xerab dinivîsîne? [6056 qaso_sesev] Bi rastî di vir de tiştek heye. [6057 qaso_sesev] Na lo, belkî ji ber ku xweha Circîs e, Xwedê wilo qeder li eniya wê nivîsiye. [6058 qaso_sesev] Erê wê çima binivîsîne, weh! [6059 qaso_sesev] Hertişt bi emirê Xwedê dibe, ma tu ji Xwedê çêtir dizanî? [6060 qaso_sesev] Zêde neçe, ewqas! [6061 qaso_sesev] Yanî niha ev esker bi emirê Xwedê li me dixin! [6062 qaso_sesev] Erê. [6063 qaso_sesev] Gava Xwedê qebûl neke, ew nikarin li te xînin. [6064 qaso_sesev] Yanî niha li nezaretxana Mêrdînê polîsan ew jopên ku dixistin min û di devê min de dimîztin, bi emirê Xwedê bû? [6065 qaso_sesev] Erê. [6066 qaso_sesev] Gava Xwedê ew yeka ha bi wan şêrîn ne kiriba, nikarîbûn jop têxistana te. [6067 qaso_sesev] Yanî niha insan bi emirê Xwedê çêdibin û dimrin? [6068 qaso_sesev] Erê. [6069 qaso_sesev] Hertişt bi emirê Xwedê çêdibe û dimire. [6070 qaso_sesev] Naxwe Şeytan jî bi emirê Xwedê bûye Şeytan. [6071 qaso_sesev] Erê. [6072 qaso_sesev] Gava Xwedê nexwesta, dikarîbû ew ne kira Şeytan. [6073 qaso_sesev] Xwedê Şeytên li himber kê bi kar tîne? [6074 qaso_sesev] Li himber insên. [6075 qaso_sesev] Baş e, Xwedê çima insên çêdike? [6076 qaso_sesev] Û him wan û Şeytên û him jî wan xwe bi xwe berdide hev? [6077 qaso_sesev] Çi fêda wî tê de heye? [6078 qaso_sesev] Yanî niha Xwedê Circîsko berdide pêxêla min! [6079 qaso_sesev] Ha lawo Hemo, hejmar bû çend?« [6080 qaso_sesev] »Ez dibêjim heft.« [6081 qaso_sesev] »Kuro tu şaş î bavo. [6082 qaso_sesev] Gerek ya sisê ya jî bûbe çar. [6083 qaso_sesev] Wilo xuya dike ku ev segbav wê me biêşînin.« [6084 qaso_sesev] Heso piştî ku ji hecê vegeriyabû di derbarê dîn û Xwedê de gelek caran bi melê gund re devjeng girtibû. [6085 qaso_sesev] Berê jî ev aliyê wî hebû lê ne ewqas bû. [6086 qaso_sesev] Eger di herêmê de hin ilimzanên olnenas hebûna, wê bi rehetî Heso li himber Xwedê rakiribana. [6087 qaso_sesev] Wê demê jî miheqeq dê dev ji berberiyê berda û li tifaqiyê bigeriya. [6088 qaso_sesev] »Apo, ez dibêjim, gava ku em derketin meqamê çawîş, em ê giliyên eskerên wî jî li ba bikin. [6089 qaso_sesev] Ma tu çi dibêjî?« [6090 qaso_sesev] Heso li ser hev du dengan kuxuya. [6091 qaso_sesev] Kuxuka wî hinekî hişk bû. [6092 qaso_sesev] Bi sênga xwe girt. [6093 qaso_sesev] Kuxuk dîsa hatêyê, lê wî hewl da ku nekuxe. [6094 qaso_sesev] Serê xwe berda ber xwe û bi dizî got: [6095 qaso_sesev] »Lawê min, ma kûçik goştê kûçik dixwe?« [6096 qaso_sesev] »Na apo.« [6097 qaso_sesev] Piştî ku beşişî, pişta situyê xwe xurand. [6098 qaso_sesev] Dûv re tena tena got: [6099 qaso_sesev] »Belê belê, gava birçî be dixwe û hey dixwe.« [6100 qaso_sesev] »Min fêm ne kir.« [6101 qaso_sesev] »Eger gava ez bikaribim sê, çar hezarekî berdim devê çawîş, ew ê li pêş çavên min di devê eskerên xwe de bimîze.« [6102 qaso_sesev] »Lêbelê apo çawîş ne mirovekî birçî ye.« [6103 qaso_sesev] »Tu çiqasî bide insên ew ê dîsa jî çavbirçî be. [6104 qaso_sesev] Insan mexlûqekî derewîn û bêbext e, tu carî têr naxwe.« [6105 qaso_sesev] »Ma pêxember jî?« [6106 qaso_sesev] »Erê erê, derewîn û dewlemendên herî mezin ji xwe pêxember bûne. [6107 qaso_sesev] Kafirên ku bi teyaran ezmên diçirînin nikarin xwe bigihînin Xwedê, lê pêxemberan îcar xistine serê van insankên ehmeq ku bi rastî firiyane û çûne ba Xwedakê wan. [6108 qaso_sesev] Ma ji vê derewê mezintir derew hene gelo! [6109 qaso_sesev] Erê niha tu çima nabêjî, bê Xwedê doza çi li vî Şeytanî dike?« [6110 qaso_sesev] Hemo bi destê wî girt, hejand û maçî kir. [6111 qaso_sesev] »Apo, ez xulamê te bim tu ê bes bikufirî. [6112 qaso_sesev] Di vî cihê teng de û...« [6113 qaso_sesev] Wî bi qahr destê xwe kişand: [6114 qaso_sesev] »Kerê çolê, çi cihê teng! [6115 qaso_sesev] Vir tam cihê wê ye. [6116 qaso_sesev] Ma di cehnemê de jî em ê nikaribin bipeyivin, weh! [6117 qaso_sesev] Hayê Xwedêko û pêxemberkê wî, ji ên li cehnemê tune ye. [6118 qaso_sesev] Ew bi ên li bihuştê daketine. [6119 qaso_sesev] Kuro bi telaq heta ku em li vê qereqolê bin, em ji wan re çi bibêjin wê ji me re bimîne. [6120 qaso_sesev] Ma ne ez dev ji wan bernadim, ez ê dilê xwe li wan hênik bikim. [6121 qaso_sesev] Çima ma em ne wek çawîş in ku rojê barek gotinên kotî bi wan re dike û qet jî tiştekî pê nakin! [6122 qaso_sesev] Çawîş!..« [6123 qaso_sesev] Dengê wî bilind derket. [6124 qaso_sesev] Eskerê hûrik ku dilê xwe bi halê wî şewitandibû, li ber sekinî. [6125 qaso_sesev] Xwe bi ser de tewand, tiliya xwe anî ber devê xwe û got: [6126 qaso_sesev] »Amca, hişşş!« [6127 qaso_sesev] Heso bi haweyekî serxweçûyî bi destê wî ê çepê girt û hejand: [6128 qaso_sesev] »Ha ji te re jî bîst wereqe!« [6129 qaso_sesev] Ê esker li ber xwe ket. [6130 qaso_sesev] Bi hêdîka destê xwe ji nav ên wî kişand û bêî ku pereyan bigire, bêdeng çû. [6131 qaso_sesev] »Lawê xanim, hindik dît, hindik! [6132 qaso_sesev] Çima ne sed wereqe bû, ranahijêyê. [6133 qaso_sesev] Erê ezbenî, te Şeytan ji êgir afirand û te ew kir serekê hemû melayiketan. [6134 qaso_sesev] Ev jî çiqasî rast e, ez ê nizanibim. [6135 qaso_sesev] Ez li gor kitêbên te bi te re dikim. [6136 qaso_sesev] Û te Adem jî ji heriyê û zibil û mibil afirand. [6137 qaso_sesev] Bi bafîka ku Şeytan ji Adem re naçe sicûdê, tu vê yeka ha wek bêemiriyê qebûl dikî û wî ceze dikî. [6138 qaso_sesev] Agir wê çawa ji zibil re here sicûdê, ev çi edalet e! [6139 qaso_sesev] Lêbelê ma ne Adem jî bêemiriya te kiribû, te çima ew ceze ne kir? [6140 qaso_sesev] Tu Adem ji bihuştê, mîna ku te ew ceze kiribû diavêjî. [6141 qaso_sesev] Lê tu kê dixapînî! [6142 qaso_sesev] Di eslê xwe de, te rudba Şeytên bi Adem vekiriye. [6143 qaso_sesev] Te insan kiriye hertişt û mezinê hertiştî. [6144 qaso_sesev] Te ji insên cîgir û wekîl ji xwe re çêkirine. [6145 qaso_sesev] Tu wan li melekan siwar dikî û dibî meqamê xwe. [6146 qaso_sesev] Tu ji insên, ên wek Îsa qenc û wek Circîs pîs diafirînî û tu wan berdidî hev. [6147 qaso_sesev] Tu doza çi li insên dikî? [6148 qaso_sesev] Qey te insan ji bo ku pevbiçin û tu jî ji vê pevçûna wan ji xwe re zewqê bistînî, çêkiriye hi?..« [6149 qaso_sesev] Deriyê ku ji odan dihat salonê hesinî bû. [6150 qaso_sesev] Derî bi boyaxeke renkxwelî boyax bûbû û li ser vê boyaxê jî dîsa bi boyaxa sor ala Tirkiyê hatibû çêkirin. [6151 qaso_sesev] Ji kêşa boyaxê dida der ku boyaxker esker bûne. [6152 qaso_sesev] Cih bi cih şûna firçê beloq dixuya. [6153 qaso_sesev] Pencereke piçûk di derî de bû. [6154 qaso_sesev] Cama wê zere bû. [6155 qaso_sesev] Hema di ser perwaza derî re sûretekî Atatirk î mezin daliqandîbû. [6156 qaso_sesev] Wek vî sûretî mezin sûretekî wî î din jî, ji aliyê hindur ve bi ser deriyê ku li hewşê dinerî daliqandîbû. [6157 qaso_sesev] Herdu Atatirk jî bi cilên eskerî bûn. [6158 qaso_sesev] Atatirkek li ser latekî bilind sekinîbû û bi destê xwe ê rastê mîna ku dijmin işaret bike dirêj radabû û ê din jî li ser hespekî girs î qer bi haweyê ku hicûm bike di hereketê de bû. [6159 qaso_sesev] Hindurê salonê yekser bi boyaxa eskerî hatibû boyax kirin. [6160 qaso_sesev] Li ser dîwaran bi tîpên mezin hatibû nivîsîn ku tirk firtone ye! [6161 qaso_sesev] Tirk bahoz e! [6162 qaso_sesev] Tirk diperçiqîne! [6163 qaso_sesev] Tirkek himberî dinyayê ye! [6164 qaso_sesev] Wey xwezî bi dilê wî ê ku bibêje ez tirk im! [6165 qaso_sesev] Dîwar bêşibake bûn. [6166 qaso_sesev] Di derî re ronahiyê dida hindur. [6167 qaso_sesev] Ronahiya şikefteke kufarî çiqas bû a vê salonê jî ewqas bû. [6168 qaso_sesev] Ê hoste, miheqeq wê qereqol di hersê çar mehên havînî de ava kiribe. [6169 qaso_sesev] Eger bîr biriba ku ronahiya zivistanê wê tu carî bi qasî a havînê neba, ew ê du, sê kulekên piçûk di vê salonê de vekiribana. [6170 qaso_sesev] Reqînî bi deriyê salonê ket, Heso bîst wereqe xistin destê xwe, serê xwe rakir û wek mêr li devê derî nerî. [6171 qaso_sesev] Di dadgeha ku wî berî niha ji xwe re danîbû, Xwedê neheq kiribû û berê xwe dabû Circîs. [6172 qaso_sesev] Mehmetê esker bi zirt got: [6173 qaso_sesev] »Bênamûsino hûn çi dipeyivîn!« û bi guhê Heso girt. [6174 qaso_sesev] Guh bi zixur firkand û hey firkand. [6175 qaso_sesev] »Begê min Mehmet, ha ji te pere pere pere...« [6176 qaso_sesev] Wî guh berneda heta ku xwîn jê ne hat. [6177 qaso_sesev] Piştî ku vî eskerî pere berdan bêrîka xwe, îcar paşê xwe da wan û xwe daqûl kir. [6178 qaso_sesev] Devê qûna xwe xist devê Heso, xwe bi ser hev de zewirand û tirek berda. [6179 qaso_sesev] Hemo bêhemdî xwe dengekî keniya. [6180 qaso_sesev] Kenê wî li hesabê Mehmet ne hat. [6181 qaso_sesev] Mehmet bi şiqaman êrîşî ser kir. [6182 qaso_sesev] Piştî ku ew bi şiqaman gêj kir, »Tu ê bi min bikenî ha! [6183 qaso_sesev] Heta li min û te bibe êvar!« got û çû. [6184 qaso_sesev] Heso bi ser Hemo de rabû: [6185 qaso_sesev] »Bênamûs tu çima keniya? [6186 qaso_sesev] Te çi ji tira wî ye? [6187 qaso_sesev] Bila bin xwe jî tije bike, te çi jê ye? [6188 qaso_sesev] Tu çima dilê wan ji me dihêlî? [6189 qaso_sesev] Ma te ji bîr kiriye bê em ji bo çi hatine vir?..« [6190 qaso_sesev] Hemo serê xwe berdabû ber xwe, mîna ku bêisûliyek mezin kiribe bêhis û pis guhdar dikir. [6191 qaso_sesev] Di dawiyê de xwe ne girt: [6192 qaso_sesev] »Apo, bi rastî ma wî ji xwe fedî ne kir ew tişt kir? [6193 qaso_sesev] Ma ne qaşo zilam bû.« [6194 qaso_sesev] »Kuro ehmeq, me heywan dibînin. [6195 qaso_sesev] Ma mirov ji kerê, çêlekê, ga û ma fedî dike ku li himber wan tirê neke, hi! [6196 qaso_sesev] Birako, bedilê ku te li xwe kiribû, dîsa jî rê li tira mêrik ne gir, te dît ne?..« [6197 qaso_sesev] Dengê qelebalixa zarokan ji dûr dihat, te digot qey bi kaban dilîstin. [6198 qaso_sesev] Yekî rê ne dida yekî, hemû bi hev re diaxivîn. [6199 qaso_sesev] Dengê yekî ji wan li ê hemiya ferq dikir. [6200 qaso_sesev] Mîna ku lawê şêxê gund be, pir bi ser hevalên xwe de hildibû. [6201 qaso_sesev] Çûkekî beytik her ji kêlîkekê xwe dadida ber deriyê salonê, bêhnçikyayî nikil li ser hev li erdê dixist difiriya û dîsa bi eynî meqamî dihat. [6202 qaso_sesev] Tiştekî çêrê jî li wir tune bû. [6203 qaso_sesev] Beton ditiktikand. [6204 qaso_sesev] Bala Heso kişandibû. [6205 qaso_sesev] Vizîniya mêşeke reş û girs bêdengiya salonê xerab dikir. [6206 qaso_sesev] Mîna ku hinera xwe şanî Heso bide, li dor xwe dizîvirî dizîvirî û ji nişkê ve xwe li bin guhê cama derî dixist. [6207 qaso_sesev] Ji camê dipengizî erdê, piştî ku çend saniyan nehişî dimeşiya dîsa dest bi fira xwe dikir. [6208 qaso_sesev] Deriyê ku li hewşê dinerî vekirîbû, wê xwe li bin guhê deriyê girtî dixist. [6209 qaso_sesev] Şûna şiqamên di ruyê Hemo de ji devê derî xuya dikirin. [6210 qaso_sesev] Xwîna bêvilê sekinîbû, bêvil nepişî bû. [6211 qaso_sesev] Cilên wî di xwînê de mabûn. [6212 qaso_sesev] Lê heta ku mirov tam ne çûba ber, xwînê xuya ne dikir. [6213 qaso_sesev] »Qûnekino, xwe bidin ser hev komutan bang we dike!« [6214 qaso_sesev] Navbera cihê wan û başçawîş ne ewqasî dûr bû. [6215 qaso_sesev] Bi tenê wê pênc, şeş derencan bi jor ketana. [6216 qaso_sesev] Heso ling nedan ber xwe. [6217 qaso_sesev] Dikarîbû ling bidana ber xwe, ya jî bi nikilkê û dîwar û dîwar xwe bigihanda derencan. [6218 qaso_sesev] Mirov nikarîbû xwe bida ser lingê fikyayî, lê mirov dikarîbû bi qeweta darekî xwe bida ser lingê tehenî û bimeşiya. [6219 qaso_sesev] Doh jî bi vî haweyî xwe berdabû ser bênderên gund û li himber komutanê hidûd li ser pêyan sekinîbû. [6220 qaso_sesev] Heso xwe bi erdê ve kir risas. [6221 qaso_sesev] Wî digot qey ez xwe çiqasî bêhal bixim, başçawîş jî wê ewqasî li min guhdar bike û li gor kêfa dilê min here. [6222 qaso_sesev] Belkî sed carî hatibû vê qereqolê. [6223 qaso_sesev] Di her cara ku tê rû nastîne, karekterê başçawîş û eskeran bi qasî ê xwe nas dike û dîsa jî xwe li himber wan dixe rewşeke wiha. [6224 qaso_sesev] Eger di vê bêhnikê de Circîs li vir ba, ji qayişa wî re miheqeq wê bi tena serê xwe heta meqamê başçawîş bimeşiya. [6225 qaso_sesev] Ji ber ku carekê dîsa wek her tim, komutanê hidûd darîçavê gundiyan, diranekî wî î pêşî û ê Circîs bi tayê naylon bi hev girêdide û serê herduyan hêdî hêdî paş ve dikişîne. [6226 qaso_sesev] Diranên wan ji qurm ve radibin û kipînî jî nakeve yekî ji wan. [6227 qaso_sesev] Li gor wan, gava yekî bigota »ay« ê din mêrxas û êdin jî tirsonek dibû. [6228 qaso_sesev] Bi qasî ku digotin, xwîna pezekî ji devê wan hatibû. [6229 qaso_sesev] Hemo ew li pişta xwe kir û bi derencan ve hilkişiya. [6230 qaso_sesev] Deriyê odê vekirîbû û Yavuz jî di devê derî de sekinîbû. [6231 qaso_sesev] Başçawîş bi zirt got: [6232 qaso_sesev] »Wan berde hindur lawê min!« [6233 qaso_sesev] Di hizûra wî de, Hemo bêhnekê li ser pêyan sekinî. [6234 qaso_sesev] Di cihê xwe de diqeliqî, bi zor xwe li tena digirt. [6235 qaso_sesev] »Wî kevjalî deyne ser çementoyê û tu jî li ser lingan bisekine!« [6236 qaso_sesev] Hemo: [6237 qaso_sesev] »Ser serê min begê min!« got û yekser emirê wî anî cih. [6238 qaso_sesev] Mustafa başçawîş yekî qut î qalind û esmer bû. [6239 qaso_sesev] Mirovekî qûnsîrî û ji serxweçûyî bû. [6240 qaso_sesev] Araqvexwir jî bû. [6241 qaso_sesev] Ji mêşekê bi jahrî diket. [6242 qaso_sesev] Ji gotineke piçûk dikarîbû çewaleke gotin derxista û êrîşî mirov bikira. [6243 qaso_sesev] Heyvanê şexsiyetê bê çi bû li ba tune bû. [6244 qaso_sesev] Başçawîşên ku hatine vê qereqolê hemû jî zirçonên zilaman bûn. [6245 qaso_sesev] Heta piraniya eskerên vê qereqolê jî di tayê başçawîşan de wilo serxweçûyî bûn. [6246 qaso_sesev] Zilmeke bêsînor di serê xelkê herêmê de dikirin. [6247 qaso_sesev] Kesekî nikarîbû gilî li wan bikira. [6248 qaso_sesev] Her çiqasî çend carekî hin maqûl, şêx û axeyên herêmê giliyên wan li ba waliyê Mêrdînê kiribin jî, gilî bêbersiv maye û di dawiyê de van kesan him ji teref fermandarên Tûgayaa Mêrdînê û him jî ji teref yuzbaşiyê tabûra Nisêbînê û başçawîşan ceze xwarine. [6249 qaso_sesev] Berê xwe da Heso û li ser hev destê xwe li masê xist: [6250 qaso_sesev] »Zirto, we dîsa çi gû xwariye! [6251 qaso_sesev] Hûn wek du dewletan bi sîlehên giran ketine nav hev û we hev birîndar kiriye. [6252 qaso_sesev] Ma we ji min destûra şer sitendibû? [6253 qaso_sesev] Ma ne qaşo ez qiral we bûm. [6254 qaso_sesev] Hûn çawa dikarin bêî min şer bikin! [6255 qaso_sesev] Hi, tifî, bênamûs, pîsên heram!..« [6256 qaso_sesev] Qedeha ku ji şeraba sipî tije bû, hindik mabû biqulipiya. [6257 qaso_sesev] Jina wî hema di kêleka wî de li ser kursiyê rûniştîbû. [6258 qaso_sesev] Bi haweyê xatûnî rabû ser xwe tena tena meşiya, destê xwe li ser masê gerand, çend kaxetên belavbûyî dan ser hev, li Heso nerî û kaxet dirêjî ser masê kirin. [6259 qaso_sesev] Vê jinikê dîsa pantorekî reş li xwe kiribû û xwe nîvtazî girêdabû. [6260 qaso_sesev] Fanêreyekî pêş û paş vekirî, qulqulkî û zere li xwe kiribû. [6261 qaso_sesev] Laşê wê mîna penêrê koçeran sipî bû. [6262 qaso_sesev] Laş û fanêre li hev dixwar. [6263 qaso_sesev] Memikên wê ên mezin û girover wek du hinaran bi hêwana sêngê ve daliqandîbûn. [6264 qaso_sesev] Serikê memikan sitep û qeresî bûn. [6265 qaso_sesev] Şana di coka memikan de mîna ku gul vedabû, sipehiyeke din bi bergeha sêngê dixist, sêng dikir bax û bexçe û difûrand. [6266 qaso_sesev] Lê mixabin gava radibû ser xwe, ew memikên bêhnek berê, bi qama wê a qut ve mîna guhanê bizinan lewliqî bi ser zik de dihatin xwar. [6267 qaso_sesev] Çîmçitikî jî bû. [6268 qaso_sesev] Porê xwe ê reş û gijikî di boyaxa zer de guvaştibû; por kemêl kemêlî bûbû. [6269 qaso_sesev] Ji dûr ve wek tûmê tahliyê dixuya. [6270 qaso_sesev] Sûretê Atatirk li pişt başçawîş bi dîwêr ve daliqandî û yek jî li ser masa wî çikilandî bû. [6271 qaso_sesev] Ji çarçova sûretê li ser masê ku ji zîv bû, xuya dikir bê başçawîş çendî ji Atatirk hez dikir. [6272 qaso_sesev] Axê bizgûriyan ev çarçove kiribû. [6273 qaso_sesev] Mirêkeke mezin di dîwarê pêşberî derî de bi hosteyî hatibû bi cih kirin. [6274 qaso_sesev] Herçar qiraxên wê bi qeseba sipî nixumî bûn. [6275 qaso_sesev] Di cihekî wek qereqolê û meqamê komutên de, daliqandina mirêkeke wilo mezin bêisûl dihat. [6276 qaso_sesev] Kî dizane belkî ji bo jinikê bû; belkî jî ji bo ku di mirêkê re li rezalet û perîşaniya gundiyan temaşe bikira û hîn bêtir têketa çav xwe... [6277 qaso_sesev] Heso bi dengekî lerzok got: [6278 qaso_sesev] »Begê min, ez şêstî derbas dikim. [6279 qaso_sesev] Di xortaniya xwe de dibe ku min hin gundî êşandibin. [6280 qaso_sesev] Lê bi wî xwedayê mezin sund dixwim, ji sih saliya xwe vir ve hîç nayê bîra min ku min şiqamek bê çi ye, li ebdekî Xwedê xistibe. [6281 qaso_sesev] Em di mala xwe de rûniştî di ser şîvê de bûn û Circîs koma xwe anî ser me,« [6282 qaso_sesev] Başçawîş dîsa bi şid destê xwe kulmikî li masê xist û çeng bû ser pêyan. [6283 qaso_sesev] Navika wî digiha qiraxa masê. [6284 qaso_sesev] Berê xwe da Hemo û bi zirt: [6285 qaso_sesev] »Di derbarê bûyerê de tu çi dibêjî bêşeref!« [6286 qaso_sesev] Hemo jî tam bi dengekî bilind: [6287 qaso_sesev] »Ben bilmez emce bilir! [6288 qaso_sesev] Ez nizanim apê min dizane« û li Heso nerî. [6289 qaso_sesev] Bi rastî Hemo mirovekî fêmkwîrî bû, dereng tê digiha. [6290 qaso_sesev] Nizanîbû zû tiştan ji hev bifesilîne; gotinan li gor cih û wext bi kar bîne. [6291 qaso_sesev] Ne zilamê siyasetê bû. [6292 qaso_sesev] Berberçî bû, lê her tim jî winda dikir. [6293 qaso_sesev] Sebeba herî mezin ku Heso ew kiribû cîgirê xwe, li girtîgeha Mêrdînê bi salan pê re raketîbû û bi vê girtinê di civatê de cihekî wî î taybetî çêbûbû. [6294 qaso_sesev] Civata eşîrî ew kesên ku li ser kuştina mêran dihatin girtin, mêr û mêrkuj qebûl dikirin û cihekî bilind dida wan. [6295 qaso_sesev] Digel vî haweyî Heso dîsa jî ne dixwest ku wî bike cîgirê xwe. [6296 qaso_sesev] Di eslê xwe de dilê wî ji Sadiq re dixwest. [6297 qaso_sesev] Lêbelê ji ber ku Sadiq jî ji aliyê exlaqî de li meseleyan dinerî û li gor wî berberî jî bi haweyê exlaqî ne dibû, Hemo kiribû cîgirê xwe. [6298 qaso_sesev] »Bêşeref ez bi te re dipeyivim, te çi ji apê xwe ye, tu bibêjî!« [6299 qaso_sesev] Di bersiva başçawîş de gerek dengê xwe hilnedaba. [6300 qaso_sesev] Denghildan bi tenê heqê Başçawîş û eskerên wî bû. [6301 qaso_sesev] Dîsa bi dengê berê: [6302 qaso_sesev] »Ben bîlmez emce bilir« û di bin çavan re li Heso nerî. [6303 qaso_sesev] Pirqînî bi jinikê ket. [6304 qaso_sesev] »Of of bê çiqasî zana ye, tam wek fîlozofan te dibersivîne Mustafa.« [6305 qaso_sesev] Heso nuh gotinek wilo dibihîst. [6306 qaso_sesev] Xwest ku jinik gotina »fîlozof« bi car bike, lê jinik ji ken nikarîbû bipeyiviya. [6307 qaso_sesev] Başçawîş tengizî. [6308 qaso_sesev] Çiqasî got ewqasî hêrs bû, bi qasî ku hêrs bû ewqasî jî dengê xwe hilda. [6309 qaso_sesev] Dilê wî elem, mejiyê wî qetran nisiland û rih xwe di elem û qetiranê de guvaşt. [6310 qaso_sesev] Di qelsaya wî de mezinahiya xwe, di belengazî û perîşaniya wî de mêrxasiya xwe dît û xwe di ser masê re çeng kirê. [6311 qaso_sesev] Serikê potînê li masê ket, şêla xwe winda kir û devdevkî çû erdê. [6312 qaso_sesev] Qedeha şerabê ber bi Heso de pengizî. [6313 qaso_sesev] Ji qiraxa masê dilopên şerabê li hewa mîna çipikên serûmê zelal dixuyan û hêdî hêdî dihatin xwar. [6314 qaso_sesev] Çend kaxet û qelema wî a hibrînî li ser çementoyê di şerabê de şil bûbûn. [6315 qaso_sesev] Nivîsê li kaxetan vedabûn, lê nivîs dihatin xwendin. [6316 qaso_sesev] Sûretê Atatirk pekiyabû wê navê. [6317 qaso_sesev] Sê derzên qalind ketibûn cama sûret. [6318 qaso_sesev] Derzeke jê di ser herdu lêvan re dirêjî guh bûbû; Atatirk lêvduhêlî pêşkêş dikir. [6319 qaso_sesev] Başçawîş hîç jî pêwîst ne dikir ku xwe di ser masê re biqevizanda. [6320 qaso_sesev] Masê li şibakê dinerî û Hemo jî di nêzîkî derî de sekinîbû. [6321 qaso_sesev] Navbera wan vala bû. [6322 qaso_sesev] Baş bû ku devereke wî ne şikest, yana wê mehkûmê xwe bi lêdanê bikuşta. [6323 qaso_sesev] Hemo bi şiqaman li erdê zîz kir. [6324 qaso_sesev] Şiqaman di rû de dengê demaçê vedidan, pirûsk ji ber çavên wî diçûn. [6325 qaso_sesev] Dema ku başçawîş di meqamê xwe de rûniştibû, ew hîn jî li erdê diqeliqî û baş bi ser hişê xwe ne hatibû. [6326 qaso_sesev] »Qeprax hevdu bikujin û werin qereqolê! [6327 qaso_sesev] Erê we çima hev ne kuşt!« [6328 qaso_sesev] »Wilehî begim, emce bilir.« [6329 qaso_sesev] Dîsa pirqînî bi jinikê ket. [6330 qaso_sesev] Kenê wê wek ê zilaman bû. [6331 qaso_sesev] Mirov zivêr dibû ku pîrek e. [6332 qaso_sesev] Şerabê di qedehê de dilîst û dibiriqand. [6333 qaso_sesev] Başçawîş bi lez gulpek lê xist, dilopek bi ser qutikê wî de niqutî. [6334 qaso_sesev] Di bin çavan re li jina xwe nerî, lê jinikê ne dît. [6335 qaso_sesev] Bidîta jî deng ne dikir. [6336 qaso_sesev] Ji ber ku cilên wî, qîza Zero Hedoyê dişûşt. [6337 qaso_sesev] Serê Hemo nîşan girt û çeqmaqê xwe ê zîpo tê firand. [6338 qaso_sesev] Çeqmaq li defa sêngê ket. [6339 qaso_sesev] Destê xwe bêhemdî xwe avêt cihê derbê. [6340 qaso_sesev] Çeqmaq hesinî û giran bû, sêng êşandibû. [6341 qaso_sesev] »Lawê qahpikê ez bi te re, ne bi apê te re dipeyivim! [6342 qaso_sesev] Bersiva min bide kûçik!« û ber bi Heso de meşiya. [6343 qaso_sesev] Şiqamek li patika serî xist. [6344 qaso_sesev] Dûv re lingê xwe ê rastê da bin çena wî. [6345 qaso_sesev] Serê Heso wek çûkê ku mirar here, bi paş de xiliya û çavên wî bel bûn. [6346 qaso_sesev] »Gapîr, tu di ber xwe de çi dibêjî?« [6347 qaso_sesev] Bêbextî lê dikir, tiştek ne gotibû. [6348 qaso_sesev] Zimanê xwe dirêjî şikeftika devê xwe kiribû, bi herikandina taximên diranan lêv lebitîbûn, ewqas. [6349 qaso_sesev] Mejiyê Hemo dernixûm ketibû, berevajî kar dikir. [6350 qaso_sesev] Tirkezaniya wî hemû bûbû »Emce bilir.« Di rastiya xwe de bi desthilanîn û hinekî jî bi tirkî dizanîbû. [6351 qaso_sesev] Eger hişê xwe tam bidayê, wê bikarîba çend gotin bigotana. [6352 qaso_sesev] Gelek caran hatibû vê qereqolê, êşkence dîtibû û başçawîş di pirsên wî de bersivandibû. [6353 qaso_sesev] Bi tirkiya wî a îro helbet wê başçawîş tam hêrs bûba û ew pir biêşanda. [6354 qaso_sesev] Çimkî dê wî ev aliyê Hemo wek serhildanekê bidîta û serhildanê jî wê jîr û zanayî bi xwe re bianiya û textê zilm û zorê bihejanda. [6355 qaso_sesev] »Bilir emce begim!« [6356 qaso_sesev] Vê carê jinikê bi ken tam da nav. [6357 qaso_sesev] Pala xwe da kursî, sênga wê belbû. [6358 qaso_sesev] Bêî ku destê xwe deyne ser ruyê xwe, »Aman ya rebî, ev çi insan in!« got û kire tîqtîq. [6359 qaso_sesev] Şeqên wê bi haweyê ku ji eyar bikevin ji hev vebûbûn. [6360 qaso_sesev] Fanêre bi zor memik hildigirtin. [6361 qaso_sesev] Devê navika di laşê gewr û boz de, mîna reşaya di berfê de tarî dixuya. [6362 qaso_sesev] Zikê wê ê piçûk wek cewdikekî tije av ku tu li ber zarokan deynî, bêwestan dihejhijî. [6363 qaso_sesev] Devê wê bihustekê ji ser hev çûbû, hêsir ji çavan diherikî. [6364 qaso_sesev] Çavan dilîst. [6365 qaso_sesev] Dengê tîqtîqa wê hewşa qereqolê derbas dikir. [6366 qaso_sesev] Başçawîş piştî ku Hemo bi lêdanê nermijand, gazî berdestkê xwe kir: [6367 qaso_sesev] »Vî qahpik lawê qahpikan biavêjin zindanê!« [6368 qaso_sesev] Di hindurê vî wextê derbasbûyî de hîç kipînî ne ketibû Heso. [6369 qaso_sesev] Bi tenê guhdar kiribû. [6370 qaso_sesev] Bêhntengiya xwe ne bi gotinê û ne jî bi qîrkirinê dikarîbû bianiya zimên. [6371 qaso_sesev] Keft û lepta Hemo ew pir aciz kiribû. [6372 qaso_sesev] Dilê başçawîş jê hiştibû û bar li ser giran kiribû. [6373 qaso_sesev] Ma ne ji xwe, ew lepta wî dikarîbû bûba sebebê ku başçawîş xwe biavêta pişt Circîs û feleka herî mezin li serê wî bigeranda. [6374 qaso_sesev] Hemo ben xistibû destê Circîs, bi haweyekî divabû ew ben ji dest bigirta. [6375 qaso_sesev] Pala xwe dabû dîwêr û geft li Hemo dixwarin. [6376 qaso_sesev] »Gapîr, ma te nizanîbû ku mirov bi bergîlê û çiftê nikare bê hewşa qereqolê? [6377 qaso_sesev] Tu dizanî bê te çi sûcekî mezin kirye, hi!« [6378 qaso_sesev] »Begê min, wilehilezîm gava ez giham ber devê deriyê qereqolê, min pir zor da xwe ku ez bergîlê ragirim, lê mîratmayê bi a min ne kir û kişiya hewşê. [6379 qaso_sesev] Ez dizanim ku min li himber begê xwe sûc kiriye. [6380 qaso_sesev] Şefqeta te ji nan û avê bêtir ji min û temamê xelkê vê mentîqê re lazim e. [6381 qaso_sesev] Kêmanî ji piçûkan efû ji mezinan, min efû bike.« [6382 qaso_sesev] Situyê xwe wek gunehkarê ku istixfara xwe dianî li himber tewandibû û xweliya binê zemanan bi serê xwe dadikir. [6383 qaso_sesev] Mirêk tam diket ruyê wî. [6384 qaso_sesev] Çavên wî bi mirêkê diket, xwe tê re didît û dîsa jî ji rewşa xwe tiştek fêm ne dikir. [6385 qaso_sesev] Lê eger başçawîş mirovekî maqûl ba, belkî Heso xwe ewqasî li himber piçûk ne xistiba. [6386 qaso_sesev] »Vê carê wî efû bike mêrikê min, Mustefê min...« [6387 qaso_sesev] Destê xwe ber bi Heso vekir û berê xwe da jinikê. [6388 qaso_sesev] »Xanima min, tu van bêşerefan nas nakî; tu çiqasî rû bidî wan, ew jî ewqasî bêrû dibin. [6389 qaso_sesev] Ev insan in ku ji dola kerê nin. [6390 qaso_sesev] Tu çiqasî ji kerê re bibêjî li sikakê serkulan neke, ew ê dîsa jî bike. [6391 qaso_sesev] Ker ji gotinê fêm nake. [6392 qaso_sesev] Lê gava te di vê bêhnikê de dar lê xist, ew ê serkulên xwe nêvcî bihêle, bireve û tu carî jî nema li wê sikakê serkulan bike« û wek êgir ber bi Heso de herikî. [6393 qaso_sesev] Bi rîha wî girt û kişand. [6394 qaso_sesev] Tiliyên xwe wek şûjinê bi kar anîn û di zikê wî de rakirin. [6395 qaso_sesev] »Hev bikujin û werin vir kûçik. [6396 qaso_sesev] Fîşekê, laşê lawê te şîş kiriye û derbas bûye. [6397 qaso_sesev] Bila we jî lawê Circîs bikuşta û hûn dûv re bihatana vir, kerxanecî!..« [6398 qaso_sesev] Heso bi van gotinan veciniqî, çavên wî wek du tasan vebûn. [6399 qaso_sesev] »Çawîş çi zû bi vê pevçûna me hisiya? [6400 qaso_sesev] Kê jê re got? [6401 qaso_sesev] Kî hat vir? [6402 qaso_sesev] Ma ji Circîs pê ve wê kî be?« di serê wî re derbas bû. [6403 qaso_sesev] Di dawiyê de xwe ne girt û tena tena axivî: [6404 qaso_sesev] »Kê çi ji te re gotiye, çewt gotiye. [6405 qaso_sesev] Circîs û hevalbendên xwe bi êvarkî re êrîşî mala min kirin. [6406 qaso_sesev] Demaçe berdan me, serê çend kesan jî şikenandin û çûn. [6407 qaso_sesev] Lawê min giran birîndar bûye...« [6408 qaso_sesev] »We rakir doktor?« [6409 qaso_sesev] »Na begê min.« [6410 qaso_sesev] »Naxwe lawê te giran birîndar ne bûye tu derewan dikî, kafir! [6411 qaso_sesev] Qahpê Xwedê!..« [6412 qaso_sesev] Xwest ku bibêje,»Tam teştek xwîn ji birîna wî hat«, başçawîş ne hişt û bi hinc şiqamek li ruyê wî xist. [6413 qaso_sesev] Heso gêj bû. [6414 qaso_sesev] Bi herdu destan bi ruyê xwe girt. [6415 qaso_sesev] Bêhnekê wilo sekinî. [6416 qaso_sesev] Navrana şerwêl di nav şeqan de wek balonekê nepixîbû. [6417 qaso_sesev] Şûna çend dilopên şerabê li ser xuya dikirin. [6418 qaso_sesev] Qotê serê wî ê keçel wek petêxê ku keroş bikevêjin û ro bidêyê, di mirêkê re dibiriqand. [6419 qaso_sesev] Jinikê berê xwe dabû mirêkê, bi devê xwe girtibû û dikeniya. [6420 qaso_sesev] Dengê kenê wê bi xîze xîz dihat. [6421 qaso_sesev] Porê wê ji paş ve wek boçika ordeka ku qarçikî bûbe, belawela û temisî dixuya. [6422 qaso_sesev] »Begê min ez pir diêşim. [6423 qaso_sesev] Eger tu wilo li min bixîne ez ê ji hal bikevim û nema bikaribim biaxivim. [6424 qaso_sesev] Hinavên min ji qolincan di ser hev re diqulipin.« [6425 qaso_sesev] Başçawîş mîna nêriyekî bi fal li wê navê diçû û dihat û her ji bêhnikekê şiqamek, pehînek di Heso werdikir. [6426 qaso_sesev] Reqe reqa nalên binê potîna wî di hindurê odê de belav dibû û di guhên Heso de digiha hev. [6427 qaso_sesev] Diricifî. [6428 qaso_sesev] Bi nermî got: [6429 qaso_sesev] »Ji benda Circîs bi fîşekê tu kes birîndar bûye?« [6430 qaso_sesev] »Na begê min«, ew bersivand û ji kûraya kezebê hilmek kişand. [6431 qaso_sesev] Başçawîş li ser lingekî zîvirî, berê wî ket jinikê. [6432 qaso_sesev] Bi haweyê ku bibêje, jinika min ma filîm xweş bû, tu têrzewq bû? [6433 qaso_sesev] serê xwe hejand û çav kirê. [6434 qaso_sesev] Rû bi rû bêhnekê li hev nerîn. [6435 qaso_sesev] Çavan pir vekirî jinik didan dest ku ji mêrê xwe hez nake û heta nefretê jî jê dike. [6436 qaso_sesev] Çavên wê di çavên wî de dilîstin, mijankan dikutkutand; awiran hezaza mejiyê wî bizmar dikir, lêvên wê diricifîn. [6437 qaso_sesev] Fûrandina hinavan di memikên guh re dabû der, memik sor û mor bûbûn. [6438 qaso_sesev] Dil dikeland bêhn çikiyabû, bêhnê sêng kumişandibû û xwêzî di kortika qirikê de hiştibû. [6439 qaso_sesev] Eger başçawîş ev rewş neguherta û dîsa berê xwe nedaba Heso, xanima wî bi bazdan wê ji hindur derketa. [6440 qaso_sesev] »Yanî niha ji malbata Circîs kesek birîndar ne bûye ha?« [6441 qaso_sesev] »Na, begê min. [6442 qaso_sesev] Me bi wan re şer ne kir, heta ku hin ji wan birîndar bibin.« [6443 qaso_sesev] Bêî ku lêvên wî ji ser hev herin di nava xwe de keniya. [6444 qaso_sesev] Dûv re ji nişkê ve ruyê wî reş û şîn veda, xwe bi ser de tewand û bi rîha wî girt. [6445 qaso_sesev] »Tu ê sûnd bixwî ku we bi wan re şer ne kiriye, qahp?« [6446 qaso_sesev] Ruyê Heso wek ê miriyekî vemirî. [6447 qaso_sesev] Ne li bendî ku wê başçawîş dîsa wilo bi zirt pê re biaxiviya. [6448 qaso_sesev] Him bi rastî herka gotinê jî ne ber bi wir de bû. [6449 qaso_sesev] Wî kêfa xwe anîbû ku ji beşê heqaret û lêdanê derbasî beşê lihevkirinê bûne. [6450 qaso_sesev] Vê siqêfa berî niha tesîreke mezin li ser kiribû. [6451 qaso_sesev] Lê her çiqasî başçawîş pê re bi nermî biaxiviya jî gerek wî pişta xwe jê re venekiriba û kêfa xwe bi gotinên wî neanîba. [6452 qaso_sesev] Her cara ku hatibû vê qereqolê, eynî tişt pê re bûbû. [6453 qaso_sesev] Li gor wî bertîlê kevir dinermijand. [6454 qaso_sesev] Û wî bi xwe jî ev yeka ha gelek caran ji Sarê re gotibû, »A ku çawîş ji me distîne navê wê ne bertîl, xerac e. [6455 qaso_sesev] Zilamê bertîlxwir serê xwe ji mirov re ditewîne. [6456 qaso_sesev] Û ê xeracxwir jî serê mirov dixe bin çengê xwe û bi kulman dadiwişînê. [6457 qaso_sesev] Him distîne û him jî li te dixîne. [6458 qaso_sesev] Sarê, keçê tu çima min fêm nakî! [6459 qaso_sesev] Ez bertîlê nadim lawê qahpê, xeracê ji min distîne, weh!..« [6460 qaso_sesev] Heso gava di civata pizûriyan de rûdinişt, exlaqê başçawîş û eskerên wî baş tefsîr dikir. [6461 qaso_sesev] Lê mixabin li qereqolê jî hemû ji bîr dikir. [6462 qaso_sesev] »Ma çawa ez sûnd naxwim begê min. [6463 qaso_sesev] Bi dîn û îman, bi Xwedê û pêxember, bi namûs û şeref û hersê telaqên jinberdanê, me bi Circîs û hevalbendên wî re şer ne kiriye. [6464 qaso_sesev] Circîs koma xwe aniye ser mala min û lawê min di hindur de bi demaçê birîndar kiriye. [6465 qaso_sesev] Circîs bûye afat û xezebê bi ser gund de dirijîne. [6466 qaso_sesev] Em ji destê wî nema dikarin li gundê xwe rûnin...« [6467 qaso_sesev] »Bes e bes!« li meqamê xwe rûnişt û liblibî axivî: [6468 qaso_sesev] »Ez dibînim ku tu nema wek berê emirê min bi cih tînî...« [6469 qaso_sesev] »Haşa begê min.« [6470 qaso_sesev] »Hiş, devê xwe bigire û guhdar bike bênamûsê heram! [6471 qaso_sesev] Yek, di meha çûyî de gerek te elokek û perê kavirekî ji min re bianiya. [6472 qaso_sesev] Te neanî. [6473 qaso_sesev] Dudu, gava eskerên min tên gund, hûn qedir û mahrîfetê nadin wan. [6474 qaso_sesev] Û heta hûn wan ji gund birçî bi rê dikin. [6475 qaso_sesev] Sisê, hûn bi şev lempên xwe tarî nakin, qaçaxçî xwe li ronahiya lempan digirin û di ber gundê we re derbas dibin. [6476 qaso_sesev] Çar, ji dêvla ku hûn ixbara qaçaxçiyan bikin û ji me re bibin alîkar, tew îcar hûn wan dihewînin malên xwe. [6477 qaso_sesev] Pênc, we dilê komutanê hidûd Mehmet Bîçer hiştiye. [6478 qaso_sesev] Bîçer li ser bênderan li hêviya we tibabekî sekinî maye. [6479 qaso_sesev] Şeş, sîlehên we hene û hûn li sîlehan didin mandelê, sîlehan teslîm nakin. [6480 qaso_sesev] Heft, hûn bi hev re şer dikin û bi vî şerî hûn min agahdar nakin. [6481 qaso_sesev] Heyşt, tu bi bergîlê û çiftê tê hindurê hewşa qereqolê û hwd. [6482 qaso_sesev] Ma ez hîn jî bibêjim gapîr, hi? [6483 qaso_sesev] Neh, we doh şer derxistiye û tu îro tê qereqolê, gerek tu doh hatibûya.« [6484 qaso_sesev] Başçawîş wê hîn jî bigota, lê Heso xwe di ber re rakir: [6485 qaso_sesev] »Ez bi xulam begê min, em ji te rûreş in. [6486 qaso_sesev] Lê bawer bike begê min, heftek berê min xwe kar kiribû ku ez bi çend elok û perê kavirekî bi ser te de bihatama, îcar lingê min şikest.« [6487 qaso_sesev] Piştî ku li jina xwe nerî û qelema xwe avêt nav çavên Heso, bi qahr peyivî: [6488 qaso_sesev] »Qewad tu di hizûra min de jî derewan dikî! [6489 qaso_sesev] We doh şer bi hev re kiriye û tu îro tê xeberê dide min! [6490 qaso_sesev] Tu nikarîbû bihata lê te dikarîbû qasidek bişanda qereqolê, deyûz!« [6491 qaso_sesev] Qelem di ser serê wî re xijiqî li dîwêr ket û şikest. [6492 qaso_sesev] Baş bû ku ne qelema hibrînî bû. [6493 qaso_sesev] Qelema hibrînî biha bû. [6494 qaso_sesev] Serikê wê hemû ji zêr bû. [6495 qaso_sesev] Şêxê Tinatê jê re kirîbû. [6496 qaso_sesev] »Begê min, doh yekşem bû û di şemî û yekşeman de betlane ye. [6497 qaso_sesev] Tu pir kar dikî, me ne xwest ku em te ne rehet bikin.« [6498 qaso_sesev] »Ulen Heso, bi rastî tu çavê diya xwe yî, te xweş bersiv da. [6499 qaso_sesev] Lê tu derewan dikî...« [6500 qaso_sesev] Heso wê hîn bigota û bigota, lê başçawîş jî ne dixwest lê guhdar bike. [6501 qaso_sesev] Ji xwe pêwîst ne dikir ku lê guhdar bikira. [6502 qaso_sesev] Çimkî çawa bixwesta wek wî dibû. [6503 qaso_sesev] Li gor dîtina Heso û eşîrê ji Xwedê mezintir bi tenê tiştek hebû, ew jî »namûs« bû. [6504 qaso_sesev] Pîrek kiribûn namûs, nahtorî lê dikirin û hîç jî qedir û qîmet ne didanê. [6505 qaso_sesev] Vê eşîrê li ser kufiriyên ku bi Xwedê re dikirin hev ne dikuştin, lê li ser ramûsanekê, carina jî li ser awirdaneke bi kirîn qira hev dianîn. [6506 qaso_sesev] Heso di vî warî de namûsperestekî mezin bû. [6507 qaso_sesev] Di kuştina lawê Necîmê hûrî de gilî li Hemo hatibû kirin û Hemo jî xwe teslîm ne dikir. [6508 qaso_sesev] Başçawîşê berî vî Hasan Firtina, ji bo ku Hemo xwe teslîm bike jina wî girt û bire qereqolê. [6509 qaso_sesev] Hemo xwe teslîm ne kir. [6510 qaso_sesev] Başçawîş serê wê li gwîzên xist û wilo porkur li herêmê gerand. [6511 qaso_sesev] Hemo dîsa xwe teslîm ne kir. [6512 qaso_sesev] Vê carê jî jinik şilfîtazî li hewşa qereqolê bi darê ve daliqand. [6513 qaso_sesev] Hemo xwe teslîm kir. [6514 qaso_sesev] Wê ji fediya û tirsan digot, »Dest navêtine min.« Lêbelê piştî vê bûyerê bi sê mehekî, Sarê bi destê xwe zarok ji ber kiribû. [6515 qaso_sesev] Pir xwîn avêtibû û ew bi miritî rakiribûn nexweşxana Mêrdînê. [6516 qaso_sesev] Sadiq ev yeka ha bi xwe ne xweş anîbû û xwestibû ku başçawîş bikuje. [6517 qaso_sesev] Heso pê re dixeyide û dibêje, »Xem nake lawê min, ne eyb e, esker kiriye! [6518 qaso_sesev] Ji berê de halê pîrekê ev e. [6519 qaso_sesev] Ew ne jina min û te ye, jina şêx, axê û esker e. [6520 qaso_sesev] Hîn jî di civatan de tê gotin ku lêvên wê taştiya şêx, memikên wê firavîna axê û nav şeqên wê jî şîva esker bû. [6521 qaso_sesev] Lê îro şêx û axe ji mazatê ketine, hemû bûye malê esker. [6522 qaso_sesev] Li cihê xwe rûne, şikiriya xwe bîne ku tu zilam çêbûyî û hew!« [6523 qaso_sesev] Destê Heso ê rastê li ser ruyê wî bû û bi destê xwe ê çepê enîşka destê xwe ê rastê zeft kiribû. [6524 qaso_sesev] Xwînê di ruyê wî de wek tirabêlka navtarên gund reng vedabû. [6525 qaso_sesev] Çavên xwe xistibûn ên başçawîş û li sûretê Atatirkê ku bi dîwêr ve daliqandîbû dinerî. [6526 qaso_sesev] Başçawîş jî digot qey bi rastî li min dinere. [6527 qaso_sesev] Mijankan şelêq girtibûn. [6528 qaso_sesev] Êş û cefa canê wî di çavan re dida der. [6529 qaso_sesev] Çavên wî wek du bizotên êgir sor bûbûn. [6530 qaso_sesev] Xwêhdaneke cemidî bi eniya wî a beş ketibû, diricifî. [6531 qaso_sesev] Rîha wî mîna hejê kidasê meyl palda bû. [6532 qaso_sesev] Bişkoka êlekê qahweyî a jêr vebûbû. [6533 qaso_sesev] Qiraxa qutikê wî ê gewr ji hêla rastê ve li erdê kom bûbû. [6534 qaso_sesev] Gora di lingê tehenî de şemitîbû, lingê wî bêhn dida. [6535 qaso_sesev] Gora li ser birînê sipî û a di qunderê de jî sor bû. [6536 qaso_sesev] Ji qorziya odê wek dara ziyaretê rengareng xuya dikir. [6537 qaso_sesev] Başçawîş çixare ji çixarê pêdixist. [6538 qaso_sesev] Dixana çixarê bi ser de kulor dibû û ber bi derî de diherikî. [6539 qaso_sesev] Xanimê Samsun, wî Yeni Harman dikişand. [6540 qaso_sesev] Wê her çiqasî kêm pêxistibe jî di kêşên wê de xuya dikir ku ew ji mêrik qalûnkêştir bû. [6541 qaso_sesev] Dimijand, situyê xwe li hev dizîvirand û bi helk berdida. [6542 qaso_sesev] Kêşên wê pir tesîr li ser Heso dikir, ji destê hilmekê dil diavêt. [6543 qaso_sesev] Ji bo ku xanim hema carekê devê xwe têxista devê wî û di dev de hilmek berda, dikarîbû bi Circîs re li hev bihata. [6544 qaso_sesev] Heso li jinikê nerî û got: [6545 qaso_sesev] »Begê min, ji ber vê hewala ku Circîs bi serê me de qewimand, em bi ser te de destvala hatin, bibexişîne. [6546 qaso_sesev] Bi xêr em ê çend rojekî din destdagirtî bi ser te de bên.« [6547 qaso_sesev] Hesoyê ku pîrek tiştekî basît didît, ji xwe fedî dikir li ba rûnişta û lê guhdar bikira, di vê bêhnikê de çiqasî dixwest ku vê pîrekê hema gotinek jê re bigota. [6548 qaso_sesev] Bi gotina wê re belkî bayê zilmê hinekî xwe ji ser bida alî û bikarîba bîstikekê serbest rûnişta. [6549 qaso_sesev] Li jinikê dinerî, Sara wî dihat bîrê. [6550 qaso_sesev] Îcar tam di vê kêlîka teng de ji bedêla ku Sarê pê şêrîn bûba, tew pê tahl bûbû. [6551 qaso_sesev] Cinsê pîrekê di şexsê wê de wek ava goleke genî didît. [6552 qaso_sesev] Avê di ku derê golê de çendî bibiriqanda, ew dîsa jî genî bû. [6553 qaso_sesev] Mîna ku di xewnê de bigere, bêserûber keft û lept dikir û xwe di kaş û newalan de werdikir. [6554 qaso_sesev] Ji aliyekî de can dide ku jinik pê re biaxive, çimkî hêviyeke alîgir tê de didît û ji aliyekî de jî bi vê jinikê re temamê cinsê wê dilewitîne. [6555 qaso_sesev] Kî dizane eger jinikê di vî deriyê teng de gotineke xweş pê re kiriba, belkî di şûna jahra ku bi ser pîrekê de dinisiland, bi temamî hingiv binisilanda. [6556 qaso_sesev] Lê mixabin xanim bergîlî bû. [6557 qaso_sesev] Wê jî wek başçawîş û Heso heqaret li cinsê xwe dikir. [6558 qaso_sesev] Cinsê wê bi şefqet bû. [6559 qaso_sesev] Heta belkî şefqet bi cinsê wê hebû. [6560 qaso_sesev] Xanim ne didît ku zembereka tarîxê di nav duguliyên wê ên mermerî de, di devê deriyê lewh û mahfûz û di navbera herdu lêvên liqûmî de çikilandîbû. [6561 qaso_sesev] Kayinat li ser kelefên wê ên girover hatibû avakirin. [6562 qaso_sesev] Kelefek erş yek ezman bû. [6563 qaso_sesev] Di qelşa erş û ezmanê wê re melayiket, şeytan û xwedan diherikîn bihuştê. [6564 qaso_sesev] Sênga wê bûbû qada şerê Sikenderê Zilqerneyn. [6565 qaso_sesev] Siltanan di bin siha memikên wê de tarîx nivîsandibûn. [6566 qaso_sesev] Pêxember di nav çayira wê de, ew çayira ku misk û ember difûrand, bi pêlên qeymaxê heyvanê wê serxweş ketibûn û di koşka bihuşta wê de raketibûn. [6567 qaso_sesev] Diranên wê ên birincî aqda tarîxê, çermê wê kaxet, bêvila wê qelem, qetra lêvên wê hibir, zulfên wê ên perî tîp bûn. [6568 qaso_sesev] Di gevzeka wê û xwedanan, melayiket û şeytanan de Sokrates afirîbû. [6569 qaso_sesev] Îsa ji ser menbera di hindurê koşka bihuşta wê de pekiyabû. [6570 qaso_sesev] Di çavekî wê re ro di ê din re heyv dihilat. [6571 qaso_sesev] Av ji xwêhdana wê, ba hilma wê bû. [6572 qaso_sesev] Cîhan bi guliyên wê ve daliqandîbû. [6573 qaso_sesev] Mijankên wê bûbûn benê hêlana Emer Heyam. [6574 qaso_sesev] Pira selatê ew burhên wê bi xwe bûn. [6575 qaso_sesev] »Nûr»a ku digotin ji xwîna wê bû; îman di xeleka çaviya erş û ezmanê wê de kom bûbû. [6576 qaso_sesev] Ava kewserê ji memikên wê herikîbû. [6577 qaso_sesev] Lêbelê fêm ne dikir ku çerxa felekê di hindurê bihuşta wê de dizîvirî. [6578 qaso_sesev] Wê bi qîmetê xwe nizanîbû. [6579 qaso_sesev] Helbet di rojekê de ji wê bihuşta wê, dê dilopên xwîn û elemê rawestin û çemê jiyanê li circîs û hesoyan û temamê kayinatê bide der. [6580 qaso_sesev] Başçawîş zêde êdî tiştekî ku jê re bigota nema bû. [6581 qaso_sesev] Li jina xwe nerî û bi haweyê ku em derbasî beşê pêkenînê bibin, çav dayê û serî hejand. [6582 qaso_sesev] Jina wî jî bi dengekî dilbijok »Erê erê xweş e« got û rabû ser xwe. [6583 qaso_sesev] Di mirêkê li nav şeqên xwe nerî û memikên xwe firkandin. [6584 qaso_sesev] Gava zendê xwe beştekî di bin memikan re dirêj dikir, serê memikan wek dûvberanan bel dibûn, ku zend dikişand, sêng û zik û memik hemû dibûn yek. [6585 qaso_sesev] Başçawîş mîna ku ji miftiyê Enqerê re binivîsîne, rahişt qelema xwe a hibrînî û kaxetek wek bilbizêqê paqij danî ber xwe. [6586 qaso_sesev] Destê xwe bilind kir, li Heso nerî keniya û kaxet hejand. [6587 qaso_sesev] Reqreqa qesebê ji kaxetê dihat. [6588 qaso_sesev] »Heso axa!« [6589 qaso_sesev] Ev dengekî xweş bû. [6590 qaso_sesev] Ji xwe ji sibehê de li bendî gotineke wilo bû. [6591 qaso_sesev] Mîna ku dinya keşif kiribe, kêfa wî hat û çeng bû. [6592 qaso_sesev] Serê wî li dîwêr ket. [6593 qaso_sesev] Pelqînî ji dîwêr hat. [6594 qaso_sesev] Lêbelê êşa serî hîç ne hat bîrê û bêî ku tiştekî bifikire devê xwe vekir: [6595 qaso_sesev] »Kerem bike, begê min.« [6596 qaso_sesev] »Ma tu dixawazî ez ji te re çawa binivîsînim Heso axa?« [6597 qaso_sesev] »Ji sawcî û hakimê Mêrdînê re tiştekî wilo çivir binivîsîne ku Circîs û Bedran heta sax bin, di hepsê de bimînin. [6598 qaso_sesev] Circîs ji bo ku hizûra insên xerab bike, çêbûye.« [6599 qaso_sesev] Temamê lebatên wî bi hev şiyar bûbûn. [6600 qaso_sesev] Ew kelax û mejiyê wî ê berî niha ku ji êş û merezê wek rêsiyekî li hev geriyabûn û di bin giraniya zilmê de bûbûn risas, mîna seetê digeriyan. [6601 qaso_sesev] Devê wî ê çatirî bihustekê vebûbû. [6602 qaso_sesev] Herdu lêvên wî wek qayişa êş veziliyabûn, taximên diranan di bin lêvan re mîna tifika miştaxê dixuyan. [6603 qaso_sesev] Gava diaxivî lêv ne digihan hev, taxim ji kontrola zimên derdiket, kufîniya marekî ji dev dihat. [6604 qaso_sesev] »Hema wilo, ha?« [6605 qaso_sesev] »Erê erê. [6606 qaso_sesev] Tu li ser wî abanosî çiqasî xerab binivîsînî di cihê xwe de ye, begê min. [6607 qaso_sesev] Ew ne ji xêra ometa Mihemed re hatiye vê dinyayê. [6608 qaso_sesev] Tecal e, Moskof e, Meqeryos e, Durzî ye..!« [6609 qaso_sesev] »Yaho Heso axa, bi rastî jî îro tu bi min re, wek wan fîlozofên yûnanî ku bûbûn mamostayê Sikenderê Mezin, dipeyivî. [6610 qaso_sesev] Min nizanîbû ku tu mirovekî ewqasî bi aqil î!« [6611 qaso_sesev] Heso fêm kir ku fîlozofî çi tiştekî mezin e. [6612 qaso_sesev] Rîha xwe firkand, keniya û got: [6613 qaso_sesev] »Ez dizanim ku tu ji qenciya xwe dibêjî, lê begê min, bi rastî jî vî mêrikî heq kiriye ha!« [6614 qaso_sesev] Başçawîş henekê xwe pê dikir û wî jî di vê kêlîkê de henekpêkirin ji bîr kiribû. [6615 qaso_sesev] Wek serxweşan ji serxwe çûbû û dilê xwe tam jê re vekiribû. [6616 qaso_sesev] Bîr ne dibir ku di bêhneke din de bê ew ê çi bîne serê wî. [6617 qaso_sesev] »Tiving û demaçên wan jî hene, begê min. [6618 qaso_sesev] Ji kerema xwe re wan jî binivîsîne.« [6619 qaso_sesev] Ev gotin li hesabê başçawîş ne dihat. [6620 qaso_sesev] Wî û temamê komutanên herêmê dizanîbûn ku gundî xwedî tiving û demaçe ne. [6621 qaso_sesev] Di vî warî de li himber gundiyan devnerm bûn. [6622 qaso_sesev] Eger bixwestana, di bîst û çar seetan de dikarîbûn herêmê ji çekan paqij bikin. [6623 qaso_sesev] Başçawîş piştî ku got: [6624 qaso_sesev] »Baş e Heso axa, ez ê wê jî binivîsînim« û qurtek li şerabê xist. [6625 qaso_sesev] Qurpînî ji qirikê hat, xwe bi ser masê de tewand. [6626 qaso_sesev] Du şûşe şeraba sêzdeh derece û yeklître vexwaribûn û hîn jî serxweş ne ketibû. [6627 qaso_sesev] Li gor Heso, ew her tim serxweş bû. [6628 qaso_sesev] Bi rastî jî tîpekî wilo muxbinî bû ku vexwara venexwara wek xwe bû. [6629 qaso_sesev] Li dîktatoran çûbû, hîç guhertin ne diketê. [6630 qaso_sesev] »Ha begê min, têkiliya Circîs bi qaçaxçiyan re jî heye.« [6631 qaso_sesev] Başçawîş bi vê gotinê hîn bêtir aciz bû. [6632 qaso_sesev] Wî him qaçaxçiyên herêmê û him jî ên derveyî herêmê yek bi yek nas dikirin. [6633 qaso_sesev] Ne dixwest ku zû lê biteqîne, lê Heso pir çû bi ser de. [6634 qaso_sesev] Bi qîr got: [6635 qaso_sesev] »Heso tu mirovekî tam bêşeref û bênamûs î!« û gazî esker kir. [6636 qaso_sesev] Emirberiya wî bi giştî Fatîh dikir. [6637 qaso_sesev] Bi gotina wî re wek cin li wir hazir bû. [6638 qaso_sesev] Dilê Heso mîna pêlên behrê rabû û daket û sêng hejhijand. [6639 qaso_sesev] Dinya careke din bi ser serê wî de xerab bûbû. [6640 qaso_sesev] Qîr û hewaran dê çi qîmet bikira. [6641 qaso_sesev] Xwîn lê vemirîbû. [6642 qaso_sesev] Rîha wî wek sîha pozê zinêr dirêj kişiyabû. [6643 qaso_sesev] Qirikê xuya ne dikir. [6644 qaso_sesev] Serê xwe berdabû ber xwe û bêkip sekinîbû. [6645 qaso_sesev] »Lawê min esker, vî bêşerefî biavêje zindanê!« [6646 qaso_sesev] Fatîh bi bazinê destê wî ê çepê girt û li ser hev çend serpozik li qorika piştê xistin. [6647 qaso_sesev] Heso serpiştkî veziliya û wî ew wek mirarekî bi dû xwe de kişkişand. [6648 qaso_sesev] Heso li ber xwe ne ketibû, tirsiyabû. [6649 qaso_sesev] Çimkî gava gewdê wî ê belewela di neqeban de werdibû û diherikî, ay û ûy jê dihat. [6650 qaso_sesev] Ji meqamê başçawîş heta bi zindanê bi haweyê ku mirov Heso bi rahiştin daxista, sê, çar deqîqe digirtin. [6651 qaso_sesev] Lê Fatîh ew bi hilm û pifekê gihandibû ber deriyê zindanê. [6652 qaso_sesev] Yavuz li vir sekinîbû. [6653 qaso_sesev] Derî ji zû de vekiribû. [6654 qaso_sesev] Piştî ku pelxemek di ser ruyê Heso de werkir, bi herdu lingên wî girt, »Heydê Fatîh« got û cewdikî firandin hindurê zindanê. [6655 qaso_sesev] Barînî bi Heso ket. [6656 qaso_sesev] Derî xiliqandin û bi lez hilkişiyan. [6657 qaso_sesev] Fatîh di derenacan de terpilî, lê zû bi xwe ve giha, ne ket. [6658 qaso_sesev] »Ê ne ez ê di jina te û hefsed bavê te ...im! [6659 qaso_sesev] Wê qahpika xweha te ez xapandim, yana ji zû de ez hatibûm vir! [6660 qaso_sesev] Ê ne ez ê di te û xweha te ...im! [6661 qaso_sesev] Esker esker were li me herduyan xîne!..« [6662 qaso_sesev] Qîre qîra Heso digiha heta oda başçawîş. [6663 qaso_sesev] Başçawîş ji ber ku hertişt bi plan dikir, dizanîbû bûyer jî wê çawa rû bida. [6664 qaso_sesev] Dizanîbû gava Heso û Circîs di zindanê de bîne ba hev, wê qiyamet rabe û ev herdu mirov dê peya bidin ser pira selatê. [6665 qaso_sesev] Di eslê xwe dê vê carê jina wî bûbû sebebê vê yeka ha. [6666 qaso_sesev] Di dorê de gelek gundî hebûn, wextê wî ji vî filîmê henekpêkirina îro re tune bû. [6667 qaso_sesev] Komutanî li ên wek Heso û Circîs dikir û ew wek »kerê « didîtin. [6668 qaso_sesev] Û qereqola wî jî tije »ker« bûbûn. [6669 qaso_sesev] Divabû deqîqeyekê berî deqîqeyekê ew kiribana insan. [6670 qaso_sesev] Lê çi fêde, jnikê xwestibû wan bîne ba hev, da ku careke din di zewqê de bifetise. [6671 qaso_sesev] Başçawîş mecbûr mabû. [6672 qaso_sesev] Nikarîbû dilê xanima xwe li ser gundiyan ji xwe bihişta. [6673 qaso_sesev] Şensê Heso xerab geriyabû. [6674 qaso_sesev] Jinik kêm kêm dihat gund. [6675 qaso_sesev] Doh bi êvarkî re Farisê nisêbînî ku xwediyê dikana pertel bû, ew bi texsiyê anîbû û îro jî wê Celoyê torî ji Nisêbînê bi texsiya xwe bihata ew bibira. [6676 qaso_sesev] Jinikê wek ku xwestibû bûbû. [6677 qaso_sesev] Başçawîş Heso û Circîs anîbûn meqamê xwe. [6678 qaso_sesev] Heso li cihê xwe ê nîv seet berê çarmêrkî û Circîs jî hema li kêleka wî a rastê li ser çongan rûniştibû. [6679 qaso_sesev] Circîs mirovekî hema hema wek başçawîş kwidikî bû. [6680 qaso_sesev] Bi simbêl û bêrîh bû. [6681 qaso_sesev] Çavhûrik û bêvilqulingî bû. [6682 qaso_sesev] Di temenê Heso de bû, lê li ser xwe bû. [6683 qaso_sesev] Berberiya herî bi qirêj dikir û çixare jî ne dikişand. [6684 qaso_sesev] Car caran bêhn dikir û dixist qulên bêvila xwe. [6685 qaso_sesev] Porê wî ne weşiya bû. [6686 qaso_sesev] Heso ji zikê wî ê piş re digot, »Ew kurfê zikê wî hemû ji bênamûsiyê nepixiye.« Bêhnfireh bû, ya jî wilo xuya dikir. [6687 qaso_sesev] Difikirî û digot. [6688 qaso_sesev] Ev aliyê xwe di hizûra komutan û karmendan de xweş bi kar dianî. [6689 qaso_sesev] Lê Heso ne wilo bû, gava zivêr bûba hertişt li binguhê hev dixist. [6690 qaso_sesev] Ji bilî vê jî, mirovekî xwenegirtî bû. [6691 qaso_sesev] Tişt di dilê xwe de ne dihiştin. [6692 qaso_sesev] Gava ne cihê wê ba jî, bêhemdî xwe diteriqand. [6693 qaso_sesev] Heta carekê li Nisêbînê li qahwa omeriyan bi dengê bilind gotibû; [6694 qaso_sesev] »Berekatê bamidî, danê vê sibehê di qelaçê gundê me de qaçaxa xwe veşart, lo. [6695 qaso_sesev] Îcar yabo, dema ku esker pê bihisin û bibînin, wê me bi muxbirçitiyê bi nav bike. [6696 qaso_sesev] Ma niha hûn bi qedirê Xwedê û pêxember kin, çi gunehê me di vê de heye!..« [6697 qaso_sesev] Aliyekî Heso î din î ku li gor civakê pîs bû hebû: Sînorê erdên xwe bi ser sînorê erdê gundiyan de diqulipand. [6698 qaso_sesev] Circîs jî ev yeka ha dikir. [6699 qaso_sesev] Heso pir xesîs bû. [6700 qaso_sesev] Qulupandina sînoran belkî jî ji vê xesîsiyê dihat. [6701 qaso_sesev] Dizî ne dikir, lê gava ji malê yekî bikira, wî ne digot nekin. [6702 qaso_sesev] Circîs dizek bû. [6703 qaso_sesev] Zaroyên wî jî lê çûbûn. [6704 qaso_sesev] Di rastiya xwe de hema hema gundiyan hemiyan sînorê hev diqulipandin. [6705 qaso_sesev] Ev yeka ha di civaka wan de tiştekî pir şerm bû. [6706 qaso_sesev] Him şerm didîtin û him jî gava firset lê dianîn, texsîr ne dikirin. [6707 qaso_sesev] Circîs her tim selewat didan, istixfar dianî û rojê carekê jî ya limêj dikir ya ne dikir. [6708 qaso_sesev] Kêfa wî pir ji raketina nav livîna jinê re dihat. [6709 qaso_sesev] Belkî jî ev yeka ha ji misilmaniya wî dihat. [6710 qaso_sesev] Belkî jî ji ber ku jina wî xweha Heso bû, bi axetî difikirî û li jinikê har dibû. [6711 qaso_sesev] Dibe ku ev rastir be. [6712 qaso_sesev] Çimkî jina wî dixwest ku mêrê wê jinekê din ji xwe re bîne, bang dikir û digot, »Haho, vî Circîskî ez şewliqandim! [6713 qaso_sesev] Ji bo Xwedê û resûlê ekrem, ma li vê birekê jin qeliyan e ku yek ji wan nayê nabe jina vî kafirî, yasitar!..« Lêbelê Circîs jî ji bilî wê jin qebûl ne dikirin. [6714 qaso_sesev] Pir dixwar û hindik vedixwar. [6715 qaso_sesev] Heso jî tam berevajî wî bû. [6716 qaso_sesev] Gava li qelêç an li xewlecihekî ba, destava xwe a mezin li ser pêyan dikir û lê dinerî. [6717 qaso_sesev] Xelkê herêmê hemiyan pê dizanîbûn. [6718 qaso_sesev] Lê tiştekî wilo li dor Heso tune bû. [6719 qaso_sesev] Ev mirov di civatan de tu carî ji dil ne dikeniya. [6720 qaso_sesev] Kenekî xayinane dikir. [6721 qaso_sesev] Lêv ji ser hev dibirin û diran diqiriçandin. [6722 qaso_sesev] Diranan di dev de wek ên qoqekî rizyayî pir qîç xuya dikirin. [6723 qaso_sesev] Kêm kêm radiza. [6724 qaso_sesev] Gava radiza jî Heso dixist xewna xwe û bi dengê bilind siqêf pê re dikirin. [6725 qaso_sesev] Di havîna sala çûyî de şevekê xwestibû li ser qesirê razê. [6726 qaso_sesev] Di xewa xwe de dîsa dipeyive û siqêfên kotî bi Heso re dike. [6727 qaso_sesev] Baş bû ku jina wî zû pê re digihê, Heso nabihîze. [6728 qaso_sesev] Ji ber vê kêmaniya xwe, havînan di hindur de radiza. [6729 qaso_sesev] Başçawîş li ber wan çik sekinî û awir di wan de veda. [6730 qaso_sesev] Xwe daqûl kir. [6731 qaso_sesev] Dûv re serê xwe sê, çar caran hilda û danî û ji nişkê ve bi çenên herduyan girt. [6732 qaso_sesev] Serê wan li bin guhê hev xist. [6733 qaso_sesev] Xuya bû ku zimanê Circîs ketibû ber diranên wî, lêva jêr bi carekê ve kişandibû devê xwe. [6734 qaso_sesev] Ji devê wî xwîn diherikî. [6735 qaso_sesev] Lêbelê qet jî deng jê dernediket. [6736 qaso_sesev] »Qepraxino, ma vir mala bavê we ye ku hûn pevdiçinin, hi!« [6737 qaso_sesev] Heso devê xwe tije kir, lê Circîs rê nedayê. [6738 qaso_sesev] Destê xwe ê rastê hilda, mîna parsekan vekir û bi dengekî melûl û melûl peyivî: [6739 qaso_sesev] »Haşa begê min, ez belengazê Xwedê kî me ku ez ê bikaribim di vî meqamê bilind de, hema gotineke ne maqûl bibêjim. [6740 qaso_sesev] Ez ê çawa bikaribim bêterbiyeke wilo mezin bikim!..« [6741 qaso_sesev] Eger Heso bi hêrs negota »Başçawîş, ez dixwazim tu li me herduyan xîne«, wê Circîs xwe di bin lingê wî de bikira pûş û pelax. [6742 qaso_sesev] Başçawîş dixwest ku ne ew li wan, ew xwe bi xwe li hev xînin. [6743 qaso_sesev] Ji xwe ji serî de wî ew xwestibû. [6744 qaso_sesev] »Çima tu dixwazî ez li we xînim?« got û zikê xwe firkand. [6745 qaso_sesev] Jinik bi vê gotinê aciz bû. [6746 qaso_sesev] Bi qahr rabû ser xwe û çû ber şibakê. [6747 qaso_sesev] Bêsebir bûbû. [6748 qaso_sesev] Dixwest ku bêhneke berî bêhnekê ev herdu mirov asaqan di hev de bikin û ew jî ji van asaqan zewqê bistîne. [6749 qaso_sesev] Başçawîş zivêriya wê ji ber çibû zû fêm kir. [6750 qaso_sesev] Rabû ser xwe tif wan kir û qêriya: [6751 qaso_sesev] »Qahpino, xwe ji lêdanê re hazir bikin! [6752 qaso_sesev] Circîs li pêşiya wî çongan berde erdê!« [6753 qaso_sesev] Circîs wilo kir. [6754 qaso_sesev] Jinik bi bazdan hat li ser kursî rûnişt û bi çavekî birçî li wan temaşe kir. [6755 qaso_sesev] »Ez ji we herduyan re dibêjim, min çi got hûn ê wek min bikin temam qûnekino!« [6756 qaso_sesev] Circîs bi dengekî ji xwe razî: [6757 qaso_sesev] »Temam begê min, eynî wek ku tu dibêjî ez ê bikim.« [6758 qaso_sesev] Heso ne li bendî lêdaneke wilo bû. [6759 qaso_sesev] Erêkirina xwe bi hejandina serî nîşan da. [6760 qaso_sesev] »Yek, dudu Circîs rîhê ji qurm de bigire!« Wî pê girt. [6761 qaso_sesev] »Bikişîne! [6762 qaso_sesev] Ber bi xwe de bibe û bîne û tif ruyê wî bike û tif ruyê wî bike û tif ruyê wî bike û...« [6763 qaso_sesev] Circîs ser û ruyê wî mîna ku mar pê de verşe, bi tif û girêz û pelxeman seyand. [6764 qaso_sesev] Jinik jî wek bergîla ku hatibe fal, çaralî xwe dikiland û hîre hîra wê bû. [6765 qaso_sesev] Di vê navê re Fatîh bêhnçikyayî ket hindur: [6766 qaso_sesev] »Komutanê min, herbî û hebîsî bi tivingan ketine nav hev, du sê kes ji hev kuştine û gelek birîndar hene. [6767 qaso_sesev] Ma em mefrezê derxînin?« [6768 qaso_sesev] Başçawîş piştî ku bi kêf û ken got »Niha pêwîst nake, lawê min hîn zû ye« û dîsa berê xwe da Heso. [6769 qaso_sesev] »Bi simbêlê wî bigire, ber bi xwe de bibe û bîne û tif ruyê wî bike...« [6770 qaso_sesev] Wî jî wilo kir. [6771 qaso_sesev] Lê a wî ne tif, ba bû. [6772 qaso_sesev] Ne xwaribû û ne jî vexwaribû. [6773 qaso_sesev] Ziwa bûbû. [6774 qaso_sesev] »Circîs çep û rast du şiqaman li ruyê wî xîne!« [6775 qaso_sesev] Wî pir bi şida sê şiqam pê ve zeliqandin. [6776 qaso_sesev] »Heso dora te ye îcar!« [6777 qaso_sesev] Wî du şiqam avêtênê, lê herdu jî hema hema wek ê dijminê wî bi şida bûn. [6778 qaso_sesev] Xanim ricifî: [6779 qaso_sesev] »Aman allahim, bê çiqasî xweşik e!« û sivik sivik şiqam li kabên xwe xistin. [6780 qaso_sesev] Di dawiyê de xwe ne girt rabû ser xwe û ber bi qirdikên xwe de meşiya. [6781 qaso_sesev] »Hesocigim, bêvilê bi jor û simbêlan bi jêr de bikişîne! [6782 qaso_sesev] Hadî hadî!« [6783 qaso_sesev] Heso wilo kir. [6784 qaso_sesev] Xanim ji kenan lal bû. [6785 qaso_sesev] Li dor xwe zîvirî, zîvirî û li erdê rûnişt. [6786 qaso_sesev] Herdu destên xwe ji pişta xwe re kirin sitûn. [6787 qaso_sesev] Serê wê paş de xiliya gazekê şeqên wê vebûn û zincîra pantor xwe berda. [6788 qaso_sesev] Derpiyekî kitanî û sipî lêbû. [6789 qaso_sesev] Patîka wê bi zor dinixumand. [6790 qaso_sesev] Lê dîsa jî hemû xuya dikir. [6791 qaso_sesev] Firêza patîkê mîna ku şevê din eşêf kiribû, tam beyar bû. [6792 qaso_sesev] Ji ken ziwa bûbû, îske îsk dihatênê. [6793 qaso_sesev] Zikê wê ê tazî di helke helk û îske îskan de wek qirika mêsî difisiya û dinepixî. [6794 qaso_sesev] Ji zewqê, laşê wê mîna dara li ber bayê seherê ji xwe re û me re dihejiya. [6795 qaso_sesev] Di deşta sêngê de, cotê memikan xwe dabûn ser hev bûbûn zozan û serê memikên wê ên helezî wek du darên guhîjan di zozên de rabûbûn ezmên. [6796 qaso_sesev] Delava duguliyan di ronahiya royê de dibiriqand. [6797 qaso_sesev] Dil ji ber dikir lavlavk, terbiya mirov xerab dikir. [6798 qaso_sesev] Li ser tewafa hisn û cemala ku di navenda daristana wê de gihabû hev, dîndarê herî mezin jî dikarîbû bûba kafir. [6799 qaso_sesev] Bala Heso kişandibû, ji Circîs bêtir li guhera wê dinerî. [6800 qaso_sesev] Jinik di zewqê de ji hal ketibû, êdî divabû ev beşê pêkenînê biqediya û dest bi beşê din bûba. [6801 qaso_sesev] »Circîs rabe ser xwe!« [6802 qaso_sesev] Rabû ser xwe, di temenê de sekinî û bi hêvî lê nerî. [6803 qaso_sesev] »Heso dibêje ku Circîs derewan dike. [6804 qaso_sesev] Wî êrîş aniye ser mala min û lawê min bi demaçê birîndar kiriye. [6805 qaso_sesev] Circîs mirovekî fesad, teşqelker û derewker e. [6806 qaso_sesev] Berberiya di gund de hemû ew dike. [6807 qaso_sesev] Ma rast e?« [6808 qaso_sesev] Circîs bi tirkiyeke têkil kurdî xwe sor û mor kir, destê xwe hejand û bi wahc got: [6809 qaso_sesev] »Ê hema begim, benden û Heso den derewçîdir, sen de qarisî kerxanede. [6810 qaso_sesev] Temam begim!« [6811 qaso_sesev] Bi gotina wî re dîsa pirqînî bi jinikê ket. [6812 qaso_sesev] »Aman allahim, bê çiqasî şêrîn e! [6813 qaso_sesev] Bê çi xweş dibêje of of! [6814 qaso_sesev] De ka dîsa bibêje, bibêje bibêje...« û li wê navê xwe gevizand. [6815 qaso_sesev] Ji ken çikiya bû. [6816 qaso_sesev] Îcar li sênga xwe dixist û wek serşîrekî bêwestan lingên xwe hildidan û datanîn. [6817 qaso_sesev] Heso lê dinerî û di dilê xwe de digot û dibiland: [6818 qaso_sesev] »Mala Xwedê ava ku tu di wextê împeretoriya osmaniyan de tune bû. [6819 qaso_sesev] Nebûna te, nahmeteke mezin bû ji bo jar û hejaran. [6820 qaso_sesev] Te yê insan qir kiriba. [6821 qaso_sesev] Na na hema bila heba, wê kîjan siltanî bazda ser vê rûqiraga ha û bi a wê bikira! [6822 qaso_sesev] Tew bi ser de jî navê qîza pêxember Fatimê li xipşê kirine. [6823 qaso_sesev] Ê ne bê çi pêxemberî jê dirije...« [6824 qaso_sesev] Başçawîş fêm kiribû ku ew dibêje, ji min û wî de heçê ku derewan dike, bila jina wî li kerxanê be. [6825 qaso_sesev] Tiştek li xwe çênekir. [6826 qaso_sesev] Erza wî ne şikenand. [6827 qaso_sesev] Ne ku ne dixwest. [6828 qaso_sesev] Jina wî ji wê gotinê zewq sitendibû ji ber hindê. [6829 qaso_sesev] Gava erza Circîs bişikenanda, dibû ku zewq û sefa jinikê di ber de bima û heta belkî hizûra wê jî xerab bûba. [6830 qaso_sesev] Başçawîş piştî ku bi dengekî têr û dagirtî bang kir: [6831 qaso_sesev] »Lawê min Fatîh, Circîs axa rake salonê« û qurtek li qedehê xist. [6832 qaso_sesev] Lêvên wî ên qalind wek asfincê şerab dimijand, lêv şil ne dibûn. [6833 qaso_sesev] Bêsimbêl û bêvilşerbikî bû. [6834 qaso_sesev] Birhûyên wî ên qalind, çavên wî ên pisîkî û eniya wî a bel, rû ji bergeh kiribûn. [6835 qaso_sesev] Eger simbêl berdana belkî simbêlan ew qisûr hemû di xwe de veşartana. [6836 qaso_sesev] Lê wî çaxî jî dikarîbû yextiyar xuya bikira. [6837 qaso_sesev] Fatîh dîsa hat. [6838 qaso_sesev] Bêî ku çawîş ferq bike, awireke bi dilpijokî di jinikê de firand û di cih de çav ji ser guhertin. [6839 qaso_sesev] »Komutanê min, muxtarê Talatê sersala te pîroz dike. [6840 qaso_sesev] Muxtar du kavir û sê elok anîne, ma ez qebûl bikim û wî berdim?« [6841 qaso_sesev] Xwe aciz kir. [6842 qaso_sesev] »Qebûl bike û wî berde! [6843 qaso_sesev] Û heta ku ez meseleya van deyûzan safî nekim, kî hat bila li salonê be, ji min nepirse temam!« [6844 qaso_sesev] Heso wek evdalekî serê xwe berdabû ber xwe û diponijî. [6845 qaso_sesev] Êşa kelax û qolincên hinavên xwe ji bîr kiribû. [6846 qaso_sesev] Terbiye û exlaq ji xwe hîç erê hîç ne dihat bîrê. [6847 qaso_sesev] Circîs bi emirê başçawîş lê xistibû û tif kiribûyê. [6848 qaso_sesev] Ew ji bo wî ne şerm bû. [6849 qaso_sesev] Başçawîş misilman û dewleta wî jî misilman bû. [6850 qaso_sesev] Û bi dû Xwedê de jî dewlet mezin dihat. [6851 qaso_sesev] Reyisê dînê vê dewletê li Enqerê rûdinişt û mezinahiya wê dipesinand û digot: »Serokhêzê dewletê pêxember û eshabên wî jî esker bûn...« Destê ku pêxember jê kira xwîn jê ne dihat, eshabên ku jar û hejar talan bikirana, xêr û bereket li dinyayê dibarandin. [6852 qaso_sesev] Eskeran qîza wî li hewşa qereqolê şilfîtazî kiribû û dest avêtibûnê. [6853 qaso_sesev] Li gundê wî, heta li temamê herêmê, gelek caran qûna pîrekan di feleqan de belot kiribûn û bi »namûs»a wan lîstibûn. [6854 qaso_sesev] Ev hemû ji bo wî ne şerm bû. [6855 qaso_sesev] Ew ji malên wan derdixistin, dikuştin û termên wan diavêtin nav mayinan. [6856 qaso_sesev] Wawîkan termê kekê wî Cibran xwaribû û wî jî lê temaşe kiribû. [6857 qaso_sesev] Ew ji bo wî ne şerm bû. [6858 qaso_sesev] Dewleta wî a misilman wilo xwestibû. [6859 qaso_sesev] Jop radabûn hinavên wî û di devê wî de mîztibûn. [6860 qaso_sesev] Eskerên dewleta wî wilo emir kiribûn. [6861 qaso_sesev] Pîsî dabûnê û wî jî li pêş temamê gundiyan ew pîsî xwaribû. [6862 qaso_sesev] Rihê wî di bin nalên hespên emewî û ebasiyan de perçiqîbû û vê perçiqandinê tesîr l ser ne kiribû. [6863 qaso_sesev] Ketibû taya ku gelo wê başçawîş li pişt wî an li pişt dijminê wî bisekiniya. [6864 qaso_sesev] Ev ji bo wî girîng bû. [6865 qaso_sesev] Başçawîş Circîs rakiribû salonê, ev ji bo wî elameteke ne xêrê bû, gerek ew rêyî zindanê kiriba. [6866 qaso_sesev] Ji aş û baş digot û ditewirand: [6867 qaso_sesev] »Gelo Circîs çiqas pere dane başçawîş? [6868 qaso_sesev] Çi jê re gotiye heta ku bûye hevalê wî? [6869 qaso_sesev] Min li himber wî çi qisûr kir gelo? [6870 qaso_sesev] Min hinekî li jina wî nerî, nebe ku ji vê zivêr bûbe? [6871 qaso_sesev] Belkî jî ji ber ku ez di eynî rojê de ne hatime gilî, ji min zivêr bûye. [6872 qaso_sesev] Gerek min bi a wê qahpika jina xwe ne kiriba û ez di cih de bihatama vir. [6873 qaso_sesev] Ha, dibe ku Hemo ew zivêr kiribe; kûçik lawê kûçikan zimanê xwe daqurtandibû. [6874 qaso_sesev] Na lo, ew jî dizane ku Hemo ne tu gû ye. [6875 qaso_sesev] Wey erê bi Xwedê, min fêm kir bê çima başçawîş ji min zivêr bûye! [6876 qaso_sesev] Ez doh di hizûra Bîçer de ne maqûl peyivîbûm. [6877 qaso_sesev] Him ma ne wî jî gotibû ku me dilê Bîçer hiştiye. [6878 qaso_sesev] De na lo, Nisêbînê li ku û qereqola Stilîlê li ku; ma bû cin ku hema wilo zû ew gotin pê re gihand. [6879 qaso_sesev] Min di derekê de miheqeq çewtî kiriye, çi ye ew çewtî? [6880 qaso_sesev] Ji ber wê çewtiyê ye ku başçawîş, Circîs nêzîkî xwe digire. [6881 qaso_sesev] Ez gunehkar im, gunehkar im!..« [6882 qaso_sesev] »Heso axa!« [6883 qaso_sesev] Heso veciniqî û serê xwe wek ê dîkan rakir. [6884 qaso_sesev] Ji kêfan re dikir bifiriya. [6885 qaso_sesev] Eger baskên wî hebûna ew ê miheqeq bifiriya. [6886 qaso_sesev] »Kerem bike, begê min.« [6887 qaso_sesev] »Berî ku tu bersiva min bidî, dev û ruyê xwe paqij bike.« [6888 qaso_sesev] »Ser herdu çavên min« got û bi herdu destan çakêt bi ser serê xwe de bilind kir. [6889 qaso_sesev] Çakêt reş bû. [6890 qaso_sesev] Mêrdînkî hatibû dirûtin. [6891 qaso_sesev] Serpişt di pembo de nepixî bû û berstik jî bi qasî qûşa hespê pan bû. [6892 qaso_sesev] »Îşev tu ê li zindanê mêvanê min bî, ez wilo dixwazim temam!« [6893 qaso_sesev] Di ruyê wî de guhertin ne bû. [6894 qaso_sesev] Ew ruyê wî ê çaroxî, kêfa dilê wî ê reş dida dest. [6895 qaso_sesev] Şevekê, du şevan, sê, çar, pênc şevan, mehekê, du mehan di zindanê de maba wê çi biba. [6896 qaso_sesev] Başçawîş jê re gotibû »Axe, tu mêvanê min î.« Ew bes û heta zêde bû jî. [6897 qaso_sesev] Eger komutên ji serî de wilo jê re gotiba, ji dil û can û bi rojan wê qîma xwe bi wê qeşmeriya berî niha bianiya. [6898 qaso_sesev] »Gotin a te ye, tu çawa rê lê bibînî, helbet wê wilo bibe begê min. [6899 qaso_sesev] Tu serê me yî û em jî lingên te ne, em bi mezinahiya te hene. [6900 qaso_sesev] Îcar begê min, eger min di hizûra te û xatûna xwe de qisûrek filan kiribe, min bibexişîne.« [6901 qaso_sesev] Heso ji Circîs jîrtir û zanatir bû. [6902 qaso_sesev] Gava difikirî û digot, dizanîbû bibêje. [6903 qaso_sesev] Eger hema hinekî bi insaniyeta xwe werqiliya, ew ê serê xwe di ilim de biêşanda, belkî bûba fîlozof û Circîs hedayet bikira. [6904 qaso_sesev] Bi aqil bû, îcar ji ber ku aqilê xwe hemû di xerabiyê de bi kar dianî, bûbû bêaqilê herî mezin. [6905 qaso_sesev] »Fatîh Heso axa bibe zindanê.« [6906 qaso_sesev] Zindan bi qasî oda başçawîş mezin dihat. [6907 qaso_sesev] Çarçikî bû. [6908 qaso_sesev] Firehî û dirêjaya wê tam pênc metro bûn. [6909 qaso_sesev] Di şûna pencerê de, bi tenê kulekeke caxkirî di dîwarê bakur de hebû. [6910 qaso_sesev] Kulek li erdê rûniştibû, ya jî li erdê dinerî. [6911 qaso_sesev] Hindurê wê tarî û ewqasî jî sar bû. [6912 qaso_sesev] Mişkan di asasê dîwêr de seranser qul çêkiribûn. [6913 qaso_sesev] Di bin reşaya zindanê de devê qulan wek devê top û metralyozan vebûbûn û xof didan! [6914 qaso_sesev] Hindurê wê tije pîsî û cendekên mişkan bû. [6915 qaso_sesev] Bêhna pîsiyê, mişk û mar û miriyan di bin zikê zindanê de doran girtibû. [6916 qaso_sesev] Gava ba xurt dihat, bi lez bin zikê zindanê dialast, wek mijê xwe berdida jêr û di hindur de digeriya. [6917 qaso_sesev] Binê zindanê ne betonkirî bû. [6918 qaso_sesev] Ji ber wê bêhna zinix, mirov nikarîbû serî rakira. [6919 qaso_sesev] Nikar kewşikî bi ser axê dakiribûn. [6920 qaso_sesev] Havînên vê zindanê bi qasî xeta mayinên ku dilê welêt felqe felqe kiribûn, tehlûke dida. [6921 qaso_sesev] Dûpişk hebûn. [6922 qaso_sesev] Maran di kulekê re xwe berdidan hindur û mişk dixwarin. [6923 qaso_sesev] Di vê zindanê de ji sala 1926an û heta niha, sêzdeh gundî miribûn. [6924 qaso_sesev] Ji bilî sê kesan, bi ên din hemiyan jî mar vedabû. [6925 qaso_sesev] Başçawîş û komutanan gava qesda kuştina gundiyekî dikirin, ew havînan diavêtin vê zindanê û heta ku mar pê venedaba, dernedixistin. [6926 qaso_sesev] Gelek haweyên wan ên kuştinê hebûn. [6927 qaso_sesev] Bi darên hindurê newalê û hewşa qereqolê ve bi roj û şevan insan daliqandî hiştine heta ku can dane. [6928 qaso_sesev] Di sala 1932an de gava »Eskerê Lîwa« serê axê omeriyên mahmûtkî Eliyê Ehmed û malbata wî jê dikin, tînin vê qereqolê. [6929 qaso_sesev] Çewalê ku ji seriyan dagirtibûn, pênc seetan dixin devê kaniya Elî Mercê. [6930 qaso_sesev] Avê di xwînê de sor vedabû û çem dabû ber xwe. [6931 qaso_sesev] Mezinahiya zindanê dibe ku bi we hinkî balkêş bê. [6932 qaso_sesev] Di pevçûnên gundan de, carina temamê gundiyan digirtin û garankî dixistin vir. [6933 qaso_sesev] »Lawê min Hemo, li xwe hayî be, marin bi te venedin, ha!« [6934 qaso_sesev] Heso di nîvê zindanê de rûniştibû. [6935 qaso_sesev] Heyecan ji ser çûbû. [6936 qaso_sesev] Lebatên wî hêdî hêdî bi xwe şiyar dibûn û di tayê de dixewirîn. [6937 qaso_sesev] Canê wî diêşiya, diricifî. [6938 qaso_sesev] »Apo ez şipya me, tişt bi min nayê, ez ji te ditirsim. [6939 qaso_sesev] Ranezê, haş xwe bike.« [6940 qaso_sesev] »Xwezî xewa min bihata lawo, lê wê çawa di nav hêsîriya vê kûçkaniyê de bê! [6941 qaso_sesev] Na lo, hewcenake ku mirov xwe ewqasî bitirsîne. [6942 qaso_sesev] Zivistanan mar ji qulên xwe dernakevin.« Xwest ku bibêje, ma ji xwe mar di kulekê re tên û di vê qefaliyê de wê mar nikaribe bê«, ji nişkê ve veciniqî, lingê xwe ê birîndar bi hinc li erdê xist, »Kuro hat hat!»û tevxircilî. [6943 qaso_sesev] Wî digot qey mar e, lê cerbohek bû, xwe li bêhna mûyê dohnkirî û gora hirî girtibû. [6944 qaso_sesev] Devê xwe avêtibû serê tiliyan. [6945 qaso_sesev] Bêhnekê wilo bêdeng sekinîn. [6946 qaso_sesev] Dûv re têgihan ku êrîşbaz ne mar e, mişk bûye. [6947 qaso_sesev] »Hemo ma tu dibê, wê lawê qûnekê jî bînin vir? [6948 qaso_sesev] Gava min anîn vir, ew jî biribûn salonê.« [6949 qaso_sesev] »Wilehî çi zanim, dibe ku wî bînin û dibe ku wî neyînin jî. [6950 qaso_sesev] Mirov tiştekî ji van bêbavan fêm nake. [6951 qaso_sesev] Geh dost in geh dijmin in, geh dikenin geh digirîn...« [6952 qaso_sesev] »Ka bise bise! [6953 qaso_sesev] Ma tu dibê, wê çawîş destê wî bigire?« [6954 qaso_sesev] »Bi qasî ku min ji rewşê fêm kiriye, çawîş xwe daye pişt wî.« [6955 qaso_sesev] Bi zirt got: [6956 qaso_sesev] »Bes e bes!« û ponijî. [6957 qaso_sesev] Li gor wî Hemo ne tu dûnde bû. [6958 qaso_sesev] Karê vî mirovî her tim gotina dawî di pêşî de û a pêşî jî di dawî de digot. [6959 qaso_sesev] Lê Heso jî dizanîbû ku ev ne zilamekî hofkgerîn e. [6960 qaso_sesev] Çiqasî ponijî ewqasî ricifî, kete tayê û laş lê giran bû. [6961 qaso_sesev] Xwedî tecrûbe bû. [6962 qaso_sesev] Di cihê teng de mirov çawa dikarîbû bi nezanan bişêwiriya! [6963 qaso_sesev] Wens tiştek bû û şêwir tiştek bû. [6964 qaso_sesev] Ev hemû li aliyekî, tew îcar canê wî bi carekê ve diare, hindur wek qeşê sar e û ew ê jî biponije. [6965 qaso_sesev] Moral jê re lazim bû û bi hêsanî jî dikarîbû ew moral çêkira. [6966 qaso_sesev] Di civatê de henekçiyekî temam bû, herkesî bi heyran li devê wî dinerî. [6967 qaso_sesev] Bi rê de bûbû mitirb, devê wî ne diket hev. [6968 qaso_sesev] Li hindurê qereqolê bi textê Xwedê digirt û dihejand. [6969 qaso_sesev] Di cihekî wilo talûke de bêdengî mirin bû. [6970 qaso_sesev] »Apo apo, çima deng ji te biliya?« [6971 qaso_sesev] Apo deng ne kir. [6972 qaso_sesev] Ew bi bazdan hat ba wî û li ber çong berdan erdê. [6973 qaso_sesev] »Apo ma tu pir diêşî?« [6974 qaso_sesev] »Ha, te got çi?« [6975 qaso_sesev] »Min got tu çawa yî? [6976 qaso_sesev] Ma tu dixwazî ez laşê te bifirkînim hi?« [6977 qaso_sesev] Xwe veparimand û keser veda. [6978 qaso_sesev] Bêhna wî bi zorê derdiket. [6979 qaso_sesev] »Na na, ez wek bivir im. [6980 qaso_sesev] Erê kuro, ne te dît bê wê qahpikê çi dikir. [6981 qaso_sesev] Ê hema bi telaq ew rojê tabûreke esker berdide ser xwe.« [6982 qaso_sesev] Hemo ne ji dil keniya. [6983 qaso_sesev] Kenê wî ne xweş bû. [6984 qaso_sesev] Dengê zîxanan dida. [6985 qaso_sesev] »Miheqeq.« [6986 qaso_sesev] »Na na, miheqeq çi ye îcar! [6987 qaso_sesev] Bi şêxê erdê li Bexdayê, tam wilo ye. [6988 qaso_sesev] Ez ji pîrekê fêm dikim. [6989 qaso_sesev] Erê, ne te ne dît, bi dû te de hertiştê xwe berda meydanê! [6990 qaso_sesev] Ew bû lo, hindik mabû ku bibêje, de werin. [6991 qaso_sesev] Tobe estexfîrulah, ya rebî me dîsa devê xwe herimand.« [6992 qaso_sesev] Hemo rabû ser xwe û li dor xwe nerî. [6993 qaso_sesev] Mîza wî dihat. [6994 qaso_sesev] Li hindur piçûk, mezin destav qedexe bû. [6995 qaso_sesev] Lê çûna qedemgehê jî qedexe bû. [6996 qaso_sesev] Ji bo vê yekê derî vedikirin. [6997 qaso_sesev] »Min dixwest ez avekê birjînim. [6998 qaso_sesev] Ma ez li derî xim, tu çi dibêjî?« [6999 qaso_sesev] »Bêfêde ye lê ka dîsa te divê xwe biceribîne.« [7000 qaso_sesev] Hemo tibabekî li derî xist. [7001 qaso_sesev] Fatîh hat. [7002 qaso_sesev] Zeraqa deriyê hesinî vekir û bi hêrs got: [7003 qaso_sesev] »Çi ye, qûnek?« [7004 qaso_sesev] »Min bibe qedemgehê.« [7005 qaso_sesev] »Serê xwe bi vir de bîne pûşt!« [7006 qaso_sesev] Wî serê xwe ber bi zeraqê de bir. [7007 qaso_sesev] Fatîh pêşî tif kirê, dûv re şiqamek di nav çavên wî de şelpand, bi hinc zeraqe girt û çû. [7008 qaso_sesev] »Aha te ev divîbû ne wilo. [7009 qaso_sesev] Hizra te ji qebheta te mezintir bû.« [7010 qaso_sesev] »Îcar ez ê çawa bikim?« [7011 qaso_sesev] »Çawa tu ê çawa bikî, her derê vê zindanê qedemgeh e, bike bila here. [7012 qaso_sesev] Bersiva lawê qahpikê yanî dibêje te, bi xwe de berde, tu çima fêm nakî, weh!« [7013 qaso_sesev] Hemo di qorziya aliyê başûr de bi ser qula mişk de berda. [7014 qaso_sesev] Sê, çar mişk bi hev re ji qulê bazdan û xwe li nav lingê wi qelibandin. [7015 qaso_sesev] Hemo bêserî, çep û rast û paş û pêş bilindbû û li wê navê çû û hat. [7016 qaso_sesev] »Te bi ser lawên ca mêran de kir, ne wilo? [7017 qaso_sesev] Ma lawo te nizanîbû ku vir dergahê wan e, tu bi ser dergah de bimîze, wê ew jî li xwe biqewimînin. [7018 qaso_sesev] De xwe tam biherimîne«, dikeniya û digot. [7019 qaso_sesev] Bi rastî ev zilam ji weqehetan pê ve bi kêrî tiştekî ne dihat. [7020 qaso_sesev] Qulên mişkan xuya dikirin, li qulan dinerî û li xwe hayî ne dibû ku bi ku de berdide. [7021 qaso_sesev] »Erê, ew te çima li ba yarê gonê digot ‘Ben bilmez emce bilir hi?’ Kuro ma min wilo ji te re gotibû allahummessabirîn! [7022 qaso_sesev] Tu dizanî bê ev a te, bû wek a kê? [7023 qaso_sesev] Bû wek a Gepoyê Qadê. [7024 qaso_sesev] Mêrik gava li civatê rûdinişt wek ku kevirek rûne bêhis û pis disekinî. [7025 qaso_sesev] Yanî tiro xwe giran û kemlan dikir, hi. [7026 qaso_sesev] Wî digot qey gava mirov ne kene û ne peyive camêrî ye. [7027 qaso_sesev] Min ew hînî ken kir. [7028 qaso_sesev] Lê xwezîka min ne kiriba, diziriya kuro! [7029 qaso_sesev] Me ew hînî ken kir, lê me ne got bizire bavê mino! [7030 qaso_sesev] Îcar a ku te îro kir, eynî bû wek a wî zir kerî...« [7031 qaso_sesev] Herdu jî dikeniyan. [7032 qaso_sesev] Hemo ji dil, Heso ne ji dil dikeniya. [7033 qaso_sesev] »Apo, ê hema bi Xwedê ez ji desthilanîn ne ketibûm, lo.« [7034 qaso_sesev] »Ehmeq ku dibêje ez ji desthilanîn ne ketibûm, wilehilezîm ji tirsan qûn li te qetiyabû. [7035 qaso_sesev] Devê te ketibo hev, bavikê mino. [7036 qaso_sesev] Te hertişt bermeqlûb fêm dikir. [7037 qaso_sesev] Te tam wek Ehmed kir, ma bi tirtirê ye, qey. [7038 qaso_sesev] Ehmed jî li mehkemê mîna te kiribû. [7039 qaso_sesev] Golikê ji dizan dikire û gava xwedî derdikeve jî lê asê dibe, bê çi xweş e. [7040 qaso_sesev] Îcar gava ku hakim pê re dipeyive, devê wî wek ê te dikeve hev û ji hertiştî re ‘inek ogli’ dibêje. [7041 qaso_sesev] De were û nekene. [7042 qaso_sesev] Tiro him nizane ku bi tirkî navê golikê çi ye û him jî xelkê radike mehkemê. [7043 qaso_sesev] Lo hema ez çavê wî bixwim, eferim jê re, mehkeme tije ‘inek ogli inek’ kir û dev jê berda.« [7044 qaso_sesev] Xwe aciz kir, destê xwe hejand û bi hêrs dîsa got: [7045 qaso_sesev] »Erê, te çima ji yarê diya me re tiştekî wilo wek a Ehmed ne got! [7046 qaso_sesev] Hema te jî bigota ben bîlmez bergîl bilir. [7047 qaso_sesev] Ma ne qaşo em bi bergîlê hatibûn qereqolê. [7048 qaso_sesev] Çima te hertişt diqulipand situyê min, hi? [7049 qaso_sesev] Hakim jî mîna başçawîş ji Ehmed re gotibû ‘navê te çi ye’ û wî jî di bersiva wî de ‘inek ogli’ gotibû. [7050 qaso_sesev] Erê Xwdê ji te razî be, te çima ne got, navê min bergil ogli ye ku Circîs li te siwar bihata. [7051 qaso_sesev] Tobe ya rebî estexfîrulah!..« [7052 qaso_sesev] Hemo wek pûtekî sekinîbû. [7053 qaso_sesev] Li ber xwe diket. [7054 qaso_sesev] Ji xwe kezeba wî kul bûbû û Heso jî ha ha xwê bi ser kezaba kulkirî dadikir. [7055 qaso_sesev] Berî hertiştî vir ne cihê hesabsitendinê bû. [7056 qaso_sesev] Carina tam wextê gotinêye, lê cih ne cihê wê ye û carina jî cihê gotinê ye lê wext ne wextê wê ye. [7057 qaso_sesev] Vî zilamî digel wêqas berberiya ku kiribû hîn jî nizanîbû serê van herdu benan pev girêda. [7058 qaso_sesev] Piştî gotinê bi xwe dihisiya ku ne baş kiriye. [7059 qaso_sesev] Qenc xerab tiştekî xwe pê re ne digirt. [7060 qaso_sesev] Dewlemend gava miriyekî dibînin bi xwe dihesin ku mirin heye û ew ê jî rojekê bimirin. [7061 qaso_sesev] Îcar di wê bêhnikê de istixfarê bi Xwedê tînin û çend xêratan dikin. [7062 qaso_sesev] Heso jî gava gotina ku ne a gotinê ba û digot, dûv re bi xwe dihisiya û istixfar dianî. [7063 qaso_sesev] Wek dîkê ku hêkan vexwe, gotin li ser gotinê diherikand. [7064 qaso_sesev] Dilê wî li hûrê wî çûbû. [7065 qaso_sesev] Du, sê seetan gotinê xwe pê re ne digirt. [7066 qaso_sesev] Li ser vê yekê ew û Sarê gelek caran ketibûn qirika hev. [7067 qaso_sesev] Sarê jina wî bû, helbet wê xwe jê re tazî bikira, xwe bi dest ve berda û heta serê wî jî bişûşta. [7068 qaso_sesev] Di nav livînan de çi bikira bi ro li civatê digot. [7069 qaso_sesev] Li gundê wî û heta li temamê herêmê herkesî dizanîbû ku sê şanên niçikî di zikê Sarê de hene. [7070 qaso_sesev] Hûto wek mirovekî devvekirî didît û henekê xwe pê dikir. [7071 qaso_sesev] Lê di rastiya xwe de Hûtoyê mezin ew bi xwe bû. [7072 qaso_sesev] Ji aliyekî de ewqasî dilvekirî û ji aliyekî de jî ewqasî zikreş bû. [7073 qaso_sesev] Du tiştên ku hîç wê nikaribana li hev bikira tê de gihabûn hev. [7074 qaso_sesev] Derewê bi xwe rih piçûk dikir û rê li teşqelê, teşqelê rê li diziyê, diziyê rê li bêbextiyê, bêbextiyê jî rê li temamê xerabiyan vedikir. [7075 qaso_sesev] Mirovekî gava derewîn ba, bi rehetî dikarîbû bûba maka xerabiyê... [7076 qaso_sesev] Seet li dor çaran bû. [7077 qaso_sesev] Gavên berê dewaran dabû gund. [7078 qaso_sesev] Ji weşa garanê xuya dikir ku di nav vê garanê de ne hesp û ne jî bergîl hebûn. [7079 qaso_sesev] Gavên garan ragirtibû û ji kêş dewaran bêçêre xwe berdidan. [7080 qaso_sesev] Dengê reqe reqa kevirên ku ji ber lingên wan dipekiyan, di hêtên zindanê de disekinî. [7081 qaso_sesev] Çêlek dioriyan. [7082 qaso_sesev] Ba xurt dihat, xwişînî bi daran ketibû. [7083 qaso_sesev] Ew çûkê ku çend seet berê li ber derî, beton ditiktikand qet ne hat ber vê kulekê. [7084 qaso_sesev] Dengê zarokan ji xwe hîç ne dihat. [7085 qaso_sesev] Mêşek, heta pêşiyek bê çibû, li vê zindana ku di pîsiya zilmê de hatibû seyandin, tune bû. [7086 qaso_sesev] Mar û dûpişk hebûn. [7087 qaso_sesev] Lê li dojehê jî eynî ev mexlûq hebûn. [7088 qaso_sesev] Dojeh di bin heft tebaqên erdê de bû û bihuşta ku navê wê »Cenetil mawa« bû, di xwezaya erş û ezmên de sekinîbû. [7089 qaso_sesev] Li dojehê maran jar û hejar dixwarin û li bihuştê jî amirhêzan di mêrga horiyan, yanî dîlberan de borana şehwetê radikirin. [7090 qaso_sesev] Heso jî istixfar dianî û selewat didan. [7091 qaso_sesev] Bîr ne dibir ku li dojehê limêj, selewat û tekbîr û xêr û xêrat wê derbas nebin. [7092 qaso_sesev] Ew di dojehê de ye, bihuşt jî hema li ser wî ye û dîsa jî nabîne. [7093 qaso_sesev] Bihuşt bi dengê hoqeboq û kêf û seyrana dîlberê dihejiya. [7094 qaso_sesev] Û Heso jî zorî dabû tekbîr û selewatan. [7095 qaso_sesev] Li mala xwe tu carî ewqasî xwedayî ne bûbû. [7096 qaso_sesev] Li vê herêmê ji wî bêtir kesek bi islamê û xwedayê wê danediket. [7097 qaso_sesev] Û li vir jî dibû misilmanê herî mezin. [7098 qaso_sesev] »Apo çima dîsa deng ji te nayê?« [7099 qaso_sesev] »Ez limêja ku îro li min çûbû qeza dikim.« [7100 qaso_sesev] »Xwedê qebûl bike.« [7101 qaso_sesev] »Amîn.« [7102 qaso_sesev] Di vê bêhnikê de çiqasî dixwest ku çayidanekî çayê vexwara û bi ser de tam qutiyeke tûtina Xursê bikişanda. [7103 qaso_sesev] Ji malê bi hesabê ku wê di zindanê de çixare bikişanda, kîsikek tûtin û çend defter pel anîbûn. [7104 qaso_sesev] Dizanîbû ku li zindanê çixarekişandin qedexe ye, lê wî digot ez ê bi pereyan vê yekê safî bikim. [7105 qaso_sesev] Wek wî ne bûbû. [7106 qaso_sesev] Di eslê xwe de ku ev, ew ê gund ba, dikarîbû gelek tişt safî kiribana. [7107 qaso_sesev] Heyvanê mêranî û jîr û zanatiya ê gund li dor nema bû. [7108 qaso_sesev] Wî bi xwe di civatê de her roj digot ku bêpevçûn ne tarîx meşiyaye û ne jî tu kesî tiştekî herî basît safî kiriye, heta ku em dev ji berberiyê berdin û nav xwe û Circîs safî bikin. [7109 qaso_sesev] Dîsa wî digot, »Jin bi exlaqê xwe ê xweş dibe xatûn û mêr jî bi mêrxasî û ciwamêriya xwe dibe axe.« Lê mixabin li vê derê jî bûbû pûş û pelax, di nav qirêj û gemara binê zemên de dişewitî û bi avdohnka wî laşê xwe ê genî, rûpelê tarîxa xwe dilewitand. [7110 qaso_sesev] Şingînî bi deriyê zindanê ket. [7111 qaso_sesev] Mirovek kişiya hindur. [7112 qaso_sesev] Circîs bû ev. [7113 qaso_sesev] Çawa ku hat, bêmefer kîsikekî cawînî ji bêrîka xwe derxist, li ber dîwêr xwe daqûl kir û kîsik da ber qûna xwe. [7114 qaso_sesev] Bîstikekê di vî halî de ma. [7115 qaso_sesev] Piştî ku bi devê kîsik xwe paqij kir, kîsik li hev pêça û ber bi kulekê de meşiya. [7116 qaso_sesev] Cebila ku kiribû di kulekê de danî û ji dijminên xwe dûr, pala xwe da dîwêr. [7117 qaso_sesev] Cebila ku kiribû, bêhneke pir genî berda hindurê zindanê. [7118 qaso_sesev] Bayê ku distendin hemû di vê kulekê re dihat. [7119 qaso_sesev] Heso xwe zêde zêde zivêr kir! [7120 qaso_sesev] »Bêşeref, ma em mirîşk in ku em guyê te bêhn bikin hi! [7121 qaso_sesev] Zû here wî gûyî ji wir rake!« [7122 qaso_sesev] Circîs ber pê de meşiya û got: [7123 qaso_sesev] »Bêşeref lawê bêşerefan tu yî!..« [7124 qaso_sesev] Hemo fikirî û da ber hev. [7125 qaso_sesev] Li gor adetên eşîrî, li mirovekî wek Circîs yextiyar xista, şerm bû. [7126 qaso_sesev] Îcar di cihekî wilo teng de ji xwe hîç çênedibû. [7127 qaso_sesev] Pir şerm dibû! [7128 qaso_sesev] Xwe mecbûr dît ku têkeve navbera wan. [7129 qaso_sesev] Heso nexweş û rûniştîbû û siqêf pê re dikirin. [7130 qaso_sesev] Ê din jî wek keftarekî li ser xwe bû û wî jî habela siqêf pê re dikirin. [7131 qaso_sesev] Rû bi rû bûn. [7132 qaso_sesev] Lê di bin reşaya zindanê de ruyê hev ne ditefsilandin. [7133 qaso_sesev] Eger di şûna vê reşayê de ronahî ba, belkî ji hev fedî kiribana û ew gotinên kotî bi hev re ne kiribana. [7134 qaso_sesev] Helbet Hemo wê ew zeft bikira, êrîşî ser Heso dikir. [7135 qaso_sesev] »Kûçik lawê kûçik min zeft neke!..« û şiqamek avêt Hemo. [7136 qaso_sesev] Dîsa li gor adetên wan ên eşîrî, Circîs jî gerek siqêf bi bavê Hemo re ne kiribana. [7137 qaso_sesev] Bavê wî miribû. [7138 qaso_sesev] Ew kesê mirî çendî dijmin bûba bila bûba, kesî nikarîbû siqêf pê re bikirana. [7139 qaso_sesev] Pir şerm bû! [7140 qaso_sesev] Cezê wê kuştin bû. [7141 qaso_sesev] Hemo: [7142 qaso_sesev] »Ji bavê min re xeberan nede!« got û dahf dayê. [7143 qaso_sesev] Bi dahfa wî re serê Circîs li dîwêr ket, serî piçekî zelhitî. [7144 qaso_sesev] Xwînê cihê zelhitî hema hema şil kiribû. [7145 qaso_sesev] »Esker, begê min! [7146 qaso_sesev] Esker, esker min dikujin haho haho!..« [7147 qaso_sesev] Fatîh û Yavuz zû bi wan ve gihan. [7148 qaso_sesev] Ji xwe dizanîbûn ku wê tiştek biqewimiya. [7149 qaso_sesev] Li ser mêrdewanên jor rûniştibûn û li wan guhdarî dikirin. [7150 qaso_sesev] Bi lez û bez hatin û zeraqe vekirin. [7151 qaso_sesev] Circîs li ber zeraqê bû. [7152 qaso_sesev] Bi vekirina zeraqê re peyivî: [7153 qaso_sesev] »Begên min, van herdu eşqiyan li min xistin û serê min şikenandin. [7154 qaso_sesev] Eger hûn min ji vir dernexînin wê min bikujin. [7155 qaso_sesev] Ez di bextê we de min zû ji nav lepên van cenewaran derxînin...« [7156 qaso_sesev] Eskeran derî vekirin. [7157 qaso_sesev] Derî bi zor vedibû. [7158 qaso_sesev] Ji zîqîniya zîlanê xuya dikir ku derî bi qasî temenê qereqolê kevin bû. [7159 qaso_sesev] Fatîh bi çepilê Circîs girt û di nav xwe re hilkişandin jor. [7160 qaso_sesev] Hemo jî ji qorziya zindanê li wan dinerî. [7161 qaso_sesev] Di vê navê re jî du cerbohan mîna ku li ser xwarina kurkê Heso nakokiyek ketibe nav wan, bi şîqe şîq di hev re difiriyan. [7162 qaso_sesev] Bêhnçikyayî yek dihat vî alî û ê din diçû wî alî, li hindama Heso xwe çeng dikirin hev, bilind dibûn û dergûşkî li erdê diketin. [7163 qaso_sesev] Ji ber lingên wan zixurên nikarê mîna saçmeyên çiftan kulmikî dipekiyan û xurt bi hêtên zindanê ve dihatin xwar. [7164 qaso_sesev] Heso hema hilmekê be jî, bi pevçûna van cerbohan Circîs ji bîra kiribû û rihê wî ê perîşan azat jiya bû. [7165 qaso_sesev] »Lawê min Hemo, ez baş tê ne giham ku wî teresî ji wan teresan re çi got. [7166 qaso_sesev] De hema hewce nake tu ji min re bibêjî, insanê ku şipya bi xwe de berde, ma tu ê hêviya çi jê bikî. [7167 qaso_sesev] Ha lawo Hemo, li xwe hayî be, dikarin te bibin. [7168 qaso_sesev] Ma tu ê çawa li xwe hayî be. [7169 qaso_sesev] Ez jî bi rastî carina wek zarokan dipeyivim. [7170 qaso_sesev] Em di destê wan de ne, em malên wan in, em ji bo wan hene, em kolên wan in, em xulamên jinên wan in, em mehkûm û xwîniyê Circîs in! [7171 qaso_sesev] Ê ne Circîs, ê ne Circîsko ne bi xêr eger ez ji vir derketim, bila Xwedê ji min û te re kerîm be û hew!« [7172 qaso_sesev] Panzdeh, bîst deqîqe ne ketin wê navê, dîsa deng bi derî ket. [7173 qaso_sesev] Heso veciniqî. [7174 qaso_sesev] Hemo di cihê xwe de sar bû û xwe bi ser hev de guvaşt. [7175 qaso_sesev] »Lawê qahpikê Hemo were!« [7176 qaso_sesev] Heso devê xwe tije kir ku bibêje, »Min jî pê re bibin û asaqên ku hûn ê di wî de bikin di min de jî bikin!« Lê başçawîş hat bîrê, gotin daqurtand. [7177 qaso_sesev] Tiştekî din got: [7178 qaso_sesev] »Lawo Hemo mêr be, xwe li ber lêdanê bigire, ay ûy nebêje da ew bênamûs bi te nekene« û di cihê xwe de wek hêlanê hejiya. [7179 qaso_sesev] Eger bi Hemo re derketa û sênga xwe ji lêdanê re vekiriba, başçawîş wê bi vê yeka ha paş de gav biavêta û xwe nedaba pişt Circîs. [7180 qaso_sesev] Ji ber ku wî a ku xwestibû kiribû û dor zîvirîbû ser sitendina pereyan. [7181 qaso_sesev] Wî bi xwe digot, »Herçi komutanên hidûd, başçawîş û eskerên wan hevalên pereyan in.« Û pir jî pere pê re hebûn. [7182 qaso_sesev] Digel wêqas xesîsiya xwe jî ji Circîs çavfirehtir bû. [7183 qaso_sesev] Li qereqolê başçawîş her gav ew anîbûn ba hev û bi haweyê ku li hev zêde bikin pere ji wan sitendibû. [7184 qaso_sesev] Di vê li hevzêdekirinê de Heso jî her tim li Circîs zêde kiribû. [7185 qaso_sesev] Bi qeweta pereyan dikarîbû li xwe biqewimanda û bi Hemo re derketa meydana êşkencê. [7186 qaso_sesev] Ji bo ku lêdan hinekî ji ser Hemo kêm bikira, dikarîbû ji eskeran re bigota Circîs hûn anîne lîstika xwe û ew derewîn derxista. [7187 qaso_sesev] Di tûrikê wî de gelek bersiv hebûn û bersivekê jî nade. [7188 qaso_sesev] Başçawîş ne gazî wî, gazî Hemo kiribû ku êşkencê lê bike. [7189 qaso_sesev] Di vî warî de rabestineke wî a piçûk, dikarîbû bûba sebebê ku başçawîş li ba Circîs sef bigirta. [7190 qaso_sesev] Wilo difikirî. [7191 qaso_sesev] Fatîh û Yavuz, Hemo bi dû xwe de kişkişandin û avêtin hindurê zindanê. [7192 qaso_sesev] Li dor nîv seetê lê xistibûn. [7193 qaso_sesev] Bi zor xwe li ser lingan digirt. [7194 qaso_sesev] Ditewtihî, xwe bi dîwêr digirt û dimeşiya. [7195 qaso_sesev] Xwîn ji devê wî dihat. [7196 qaso_sesev] Kulm li çenê xistibûn argûşkên wî diariyan. [7197 qaso_sesev] Dilê mirov bi halê wî dişewitî. [7198 qaso_sesev] Pêşî di hindurê salonê de baş lê siwar tên, dûv re meydangirî ketûber wî didin ber hev û dûv re jî wî dixin felaqê. [7199 qaso_sesev] Digel ku bi daran binê lingên wî teqandibûn, dîsa jî kirpînî ne ketibûyê. [7200 qaso_sesev] Ev ne ji ber mêraniyekê û filan û bêvan bû, Circîs li himber wî sekinandibûn ji ber hindê. [7201 qaso_sesev] Felaqe zor bû. [7202 qaso_sesev] Lê ne bi qasî xwepiçûkkirina li himber Circîs zor bû. [7203 qaso_sesev] Bi dû lêdana çend daran de, binê lingan wek pelê sîrê tenik dibûn û kezeb dikişiya. [7204 qaso_sesev] Gava ku ling di xwînê de dixiliyan û hîn jî lê dixistin, te digot qey ling û kezebê cih bi hev guhertibûn êşek dijwar dida! [7205 qaso_sesev] Bikira hewar hewar belkî ewqas lêdan ne xwariba. [7206 qaso_sesev] Belkî jî hîn bêtir bixwara, çimkî ên ku lê dixistin, mirovin çavsor bûn. [7207 qaso_sesev] Ev çavsor bi dengê qîr û hewarên wî dikarîbûn serxweş bûbana û ew jî wek Qadirê talatî bi êşkencên ecêbnedîtî bikuştana. [7208 qaso_sesev] Gava naziyan bi yek tûşê re deh hezar deh hezar cihû diavêtin firinan, qey wan insanan ne kiribûn hewar hewar! [7209 qaso_sesev] Zarok ne giriyabûn! [7210 qaso_sesev] Îcar yextiyar ne dinaliyan! [7211 qaso_sesev] Çavên dayikan xwîn ne dibarand! [7212 qaso_sesev] Jinên ducan hîç ne zûriyabûn, ha!.. [7213 qaso_sesev] »Hemo tu pir êşandin, ne wilo?« [7214 qaso_sesev] »Berberî ye ev apo, divê em qîma xwe pê bînin.« [7215 qaso_sesev] »Rast e divê mirov mêrxas be. [7216 qaso_sesev] Li himberî dijminê xwe bi qasî pola qewîn û ewqasî jî zalim be. [7217 qaso_sesev] Çîçika dijmin bê çi ye, gerek mirov sax bernede. [7218 qaso_sesev] Bi sîlehê herî mezin gerek mirov Circîs û zarokên wî bikuje. [7219 qaso_sesev] Gerek kinêsa vî zilamî bi carekê ve bitefe!..« [7220 qaso_sesev] Ji kîn û nefretê hinavên wî di ser hev re diqulipîn. [7221 qaso_sesev] Kefa destê xwe ê rastê tije nikar kiribû û diherifand. [7222 qaso_sesev] Rîha wî di bin reşaya zindanê de qîr vedabû. [7223 qaso_sesev] Cerboh ketibûn bin kurk, kurk dikelpitandin û wî jî serê Circîs dikevajd. [7224 qaso_sesev] »Ma tu çi dibêjî, em hinekan ji wan bikujin? [7225 qaso_sesev] Ha tewra, eskeran digot ku doh Bedran jî li vir bû.« [7226 qaso_sesev] »Na lo, ew jî li vir bû ha!« [7227 qaso_sesev] Bêhnekê ponijî û ji nişkê ve got: [7228 qaso_sesev] »Rast e rast, derengî şevê bû kûçik li tara jêr direyan. [7229 qaso_sesev] Doguj bi haweyê ku wan bidire diajot ser. [7230 qaso_sesev] Ez bi xuşûş ketibûm ku hin ji wan ji Sitilîlê dihatin. [7231 qaso_sesev] Doguj bi derewan ne direya. [7232 qaso_sesev] Zeriya jina min yanî xweha Circîsko dîsa ez xapandim û me ew reyandin ne kir tiştek. [7233 qaso_sesev] Ha, te got em hinekan ji wan bikujin?« [7234 qaso_sesev] »Erê.« [7235 qaso_sesev] »Ne bi tenê hinekan, hemiyan hemiyan! [7236 qaso_sesev] Û ez ê derkevim mehkemê, hertiştî têxim situyê xwe. [7237 qaso_sesev] ku ne wilo be, em ê tu carî ji wan kûçikbavan xelas nebin. [7238 qaso_sesev] Lawê kûçik hindur tije Circîs kirine, yekî ku bi kêrî ometa Mihemed bê di wan de tune ye. [7239 qaso_sesev] Ha, lingên xwe germ bigire ku zêde ne werimin û jan nede. [7240 qaso_sesev] Bimeşe, sekin pîs e. [7241 qaso_sesev] Ma wekî din çi ji te kirin?« [7242 qaso_sesev] Ew ditirsiya ku jop xistibin destava wî. [7243 qaso_sesev] »Pêşî çend kulm û şiqam û pehîn û dûv re jî felaqe.« [7244 qaso_sesev] »Yanî bi tenê ev, tiştekî din ne bû, ha?« [7245 qaso_sesev] »Na, bi tenê ev asaq di min de kirin.« [7246 qaso_sesev] »Xem nake lawo xem nake, em ê vê tirê jê re nehêlin...« [7247 qaso_sesev] Dê hîn gelekî bigota, lêbelê ji nişkê ve qêriya: [7248 qaso_sesev] »Eeehew kuro mêrikan min dixwin, were bi min ve!« û kurk firand ber dîwêr. [7249 qaso_sesev] Hemo bi lez hat pê ve. [7250 qaso_sesev] »Ka li ku ne?« got û li dor zîvirî. [7251 qaso_sesev] Heso keniya: [7252 qaso_sesev] »Kuro lawo çi li ku ne, mişk bûn reviyan û çûn, weh!..« [7253 qaso_sesev] Hemo rahişt kurk, Heso pê re xeyidî: [7254 qaso_sesev] »Bihêle bihêle! [7255 qaso_sesev] Bi telaq eger îşev ew kurk li ser min be, çi mexlûqên ku di vê zindanê de hene, wê ji qulên xwe derkevin û bi tifaq êrîşî ser min bikin. [7256 qaso_sesev] Howeh li vê ecêbê, heta bi teban jî bûne dijminê min! [7257 qaso_sesev] Îcar lawo ewêtullah, bihêle bila ji wan re be. [7258 qaso_sesev] Ew jî zekata qu... jina Circîs. [7259 qaso_sesev] Bihêle!..« [7260 qaso_sesev] Ji xwe gerek ji pêşî de ew kiriba, kurk biavêta ji cerbohan re ku canê xwe ji dest wan xelas kiriba. [7261 qaso_sesev] Cerbohên vir gornebaş bûn. [7262 qaso_sesev] Û ev herdu jî birîndar bûn. [7263 qaso_sesev] Ji Hemo bêhna xwînê û ji lingê Heso jî bêhna mirinê difûriya. [7264 qaso_sesev] Bêhnê cerboh har kiribûn. [7265 qaso_sesev] Eger ne wilo ba, cerboh mîna mirîşkan ewqasî bêrû ne dibûn. [7266 qaso_sesev] Heso vê carê jî herdu destên xwe bilind kirin, li bin zikê zindanê nerî û nerî û bû tîqtîqa kenê wî. [7267 qaso_sesev] »Xwedê xêr bike apo, ka bibêje miheqeq xweş e.« [7268 qaso_sesev] »Erê niha tu bi qedirê Melekê Tawis kî, ew çibû a ku îro me kir!« [7269 qaso_sesev] Hemo guh bel kirin: [7270 qaso_sesev] »Kîjana ku me kir?« [7271 qaso_sesev] »Erê ew çi aqil bû!« [7272 qaso_sesev] Vê carê jî mîna ku wî bêisûliyek kiribe ji xwe tirsiya, guhê belkirî hîn bêtir bel kirin û situyê xwe ber pê de dirêj kir: [7273 qaso_sesev] »Çima qey dîsa min tiştekî ne li rê kiriye?« [7274 qaso_sesev] »Erê, hela me ew kund kuşt lo, îcar çima me ew çirand û ji pirtik kir! [7275 qaso_sesev] Ka qaşo wê oxira me hilata, kulîmekên me wê di doşekê de bisinciriyana û sitû bi ser zemberîşan de bixiliya. [7276 qaso_sesev] Ka qaşo wê çawîş di dest me de bûba hevîr. [7277 qaso_sesev] Aqilê me li ê pîrekê çûye. [7278 qaso_sesev] Me ê îmana xwe bi kuştina teyrikekî kamil bikira, hi! [7279 qaso_sesev] De di nav îmana mişk û mar û dûpişkan de bigevize! [7280 qaso_sesev] Te ew reben çirandibû, birako. [7281 qaso_sesev] Ma wê çima ne çiranda yabo, ji bo ku tam oxira wî hilata divabû ew çilvirî bikira...« [7282 qaso_sesev] Heso lê germ bûbû û zebaniyan jî li wan guhdar dikirin. [7283 qaso_sesev] »Erê kuro, lawo ewqasî jî bêbavî nabe, ha! [7284 qaso_sesev] Lawê tirê, doza qaçaxçiyan li min dikir. [7285 qaso_sesev] Eger gava ew bixwazin, di bîst û çar seetan de dikarin qaçaxçiyên vê dinyayê hemî bigirin. [7286 qaso_sesev] Qaçaxçiyên mezin ew bi xwe ne. [7287 qaso_sesev] Qaçaxçî bi wan qaçaxê dikin. [7288 qaso_sesev] Qaşo eskerên wan bi şev û ro di tabiyan de ne û nobetê li hidûd digirin. [7289 qaso_sesev] Di destê wan de sîlehên herî mezin hene. [7290 qaso_sesev] Ji bilî vê jî cêbên wan, doc, panzêr û helîkopterên wan hene. [7291 qaso_sesev] Û di destê mêrê qaçaxçî de jî, ya çiftek ya jî tivingek heye. [7292 qaso_sesev] Qomandar û general bi rêya qaçaxçiyan tev bûn lord...« [7293 qaso_sesev] »Heso Kaplan, komutan te dixwaze meqamê xwe!« [7294 qaso_sesev] Heso di bin germa rivîna gotinan de bêî ku Circîs bê bîra wî, bi hinc destê xwe li erdê xist û got: [7295 qaso_sesev] »Dixwaze dixwaze yanî çi! [7296 qaso_sesev] Ez têm! [7297 qaso_sesev] Temam! [7298 qaso_sesev] Heydê!« [7299 qaso_sesev] Bi qahr rabû ser xwe. [7300 qaso_sesev] Lingê tehenî pê re hilnanî, kumişî û li ser çarlepikan ber bi derî de herikî. [7301 qaso_sesev] Hemo xwest ku têkeve ber pala wî, lê ne hişt. [7302 qaso_sesev] Fikir dikir ku dora êşkencê hatiye wî û gava Hemo pê re derketa jorê, dê careke din êşkence bidîta. [7303 qaso_sesev] Bi ser de rabû: [7304 qaso_sesev] »Tu li cihê xwe rûne û mitala min neke!..« [7305 qaso_sesev] Esker ketin çep û rastê wî û hêdî bi hêdî hilkişiyan. [7306 qaso_sesev] Heso heta ku negiha meqamê başçawîş jî, hîn tê ne gihabû ku wê êşkencê lê nekin. [7307 qaso_sesev] Circîs li cihê ku berî seet û nîvekê hev pîs kiribûn, li ser pêyan sekinîbû. [7308 qaso_sesev] Heso hinekî ji wî dûr ber bi şibakê de dan rûniştandin. [7309 qaso_sesev] Dûv re jî li ser emirê başçawîş Circîs rûnişt. [7310 qaso_sesev] Xanim çûbû qedemgehê, bêhna parfûmê ewqasî ji odê ne dihat. [7311 qaso_sesev] »Heso axa, pêwîst nake ku ez mezbeta gilîkirinê ji we re binivîsînim û we rêyî mehkemê bikim. [7312 qaso_sesev] Li meydanê ne kuştî ne jî birîndar hene. [7313 qaso_sesev] Eger birîna lawê te giran ba, dibû ku min tiştek kiriba, lê tiştekî wilo cidî ne qewimiye. [7314 qaso_sesev] Îcar vê carê, ez we efû dikim û hema niha jî we dişînim gund. [7315 qaso_sesev] Ma gotineke ku tu bibêjî heye?« [7316 qaso_sesev] Heso bêhnekê ponijî. [7317 qaso_sesev] Axavtina wî li hesabê wî ne hatibû. [7318 qaso_sesev] Ma ne ji xwe, di vir de Circîs qezenc kiribû. [7319 qaso_sesev] Him lawê wî birîndar kiribû, him berî wî hatibû qereqolê û him jî li qereqolê li wan xistibû. [7320 qaso_sesev] Gotinên başçawîş ji bo Circîs şîr û şekir û ji bo wî jehra silêmanî bû. [7321 qaso_sesev] Qebûl neke, wê komutan êşkencê lê bike û bi mezbeteke xerab wî bi ser hakiman de bişîne. [7322 qaso_sesev] Dikarîbû xwe li ber êşkencê bigirta, lê dîsa jî wê tiştek bi dest nexista. [7323 qaso_sesev] Ji ber ku hakiman bi tenê li îfada ku başçawîş dinivîsand temaşe dikirin û biryar didan. [7324 qaso_sesev] Îcar a herî xerab, başçawîş wê çavreşî biavêtayê û heta ku li vê qereqolê ba jî li ba dijminê wî cih bigirta. [7325 qaso_sesev] Qebûl bike, di bin Circîs de dimîne û wê Circîs bêtir lê har bibe. [7326 qaso_sesev] Aliyek tahl, aliyek no ye. [7327 qaso_sesev] Ji no û tahl divabû yek bixwara. [7328 qaso_sesev] Wî a tahl hilbijart. [7329 qaso_sesev] Herdu destên xwe ber bi başçawîş de bilind kirin, lê bêî ku li xwe hayî bibe, destên wî ber bi Circîs de dirêj bûn, destan tam ew işaret kir û wî got: [7330 qaso_sesev] »Qomandarê me û ê mentîqê tu yî, helbet em ê ji gotina te dernekevin, tu çawa bixwazî, bila wek te be...« [7331 qaso_sesev] Başçawîş ji destên wî kuribî. [7332 qaso_sesev] »Helbet ez çawa bixwazim wê wek min bibe, yanî tu dixwazî çi bibêjî!« [7333 qaso_sesev] »Bibexişîne begê min, dibe ku min xweşik ne gotibe û te jî çewt fêm kiribe. [7334 qaso_sesev] Ez jî eynî wek te dibêjim. [7335 qaso_sesev] Temam temam, yanî tu çawa bixwazî, wê wilo bibe.« [7336 qaso_sesev] Heso tam ji moral ketibû, di vê bêhnikê de ne dixwest bipeyive. [7337 qaso_sesev] Gava ku xanim ji qedemgehê hatibû, li wan nerîbû û beşişî bû, wî ji xwe hîç lê jî ne nerîbû. [7338 qaso_sesev] Heso fêm kir ku gihane dawiya meseleyê. [7339 qaso_sesev] Circîs pereyekî mezin daye başçawîş û ew qanih kiriye. [7340 qaso_sesev] Êdî divabû wî jî xeraca xwe bida û deqîqeyekê berî deqîqeyekê ji vir bireviya. [7341 qaso_sesev] Destê xwe dirêjî bêrîkê kir, bi hemd du kaxetên pênc sed pênc sed kişandin. [7342 qaso_sesev] »Begê min ev jî xelata te« got û li xanimê nerî ku xanim ji dest bigire. [7343 qaso_sesev] Porê xanim şil bû, şeh jî ne kiribû. [7344 qaso_sesev] Di rûhinarkê wê ê çepê de mîna ku hinekan ew gez kiribe, keweke niqir niqirî xuya dikir. [7345 qaso_sesev] Sênga wê sor û mor bûbû. [7346 qaso_sesev] Cilên wê dîsa ên berê bûn. [7347 qaso_sesev] Başçawîş jî nema dixwest ku bi dû meseleyê bikeve. [7348 qaso_sesev] Circîs du hezar û Heso jî hezar wereqe dabûyê. [7349 qaso_sesev] Pereyekî gelek bû. [7350 qaso_sesev] Motorsîkletekî jawa bi sê, çar hezarî bû. [7351 qaso_sesev] Heqê motorekî bi yek tûşê re rakiribû. [7352 qaso_sesev] Di dorê de herbî û hebîsî hebûn û hev kuştibûn. [7353 qaso_sesev] Ji wan jî bi kêmanî wê heqê texsiyeke reno bistenda; piştî du rojên din wê ji Zorava sê, çar elok, du beran û çar berx wek diyarî jê re bihatana. [7354 qaso_sesev] Ji temamê herêmê gundî dihatin sersala wî pîroz dikirin û elok û pez jê re dianîn. [7355 qaso_sesev] Wî jî bêî ku wan bibîne û xêrhatinê di wan bide, li salona qereqolê heta ku navê wan li ba xwe qeyd dikir, di temenê de dihiştin. [7356 qaso_sesev] Navê ên ku mal ne qulipandibûn pereyan, bi qelema sor lêdikir. [7357 qaso_sesev] Ew jî ji bo ku di cara din de bike pere û bîne. [7358 qaso_sesev] Xanim mîna ku başçawîş ne li vir be, xatûnkî rabû ser xwe û tena tena meşiya. [7359 qaso_sesev] Tiliya xwe a dirêj û nîşanê lebitandin, meqeskî kir û bi hêdî dahişt pereyan. [7360 qaso_sesev] Heso jî mîna ku bi siltanan re mezin bûbe, xwe nepixand û bi haweyekî kubar ew destê xwe ê qilêrî, dirêjî nav tiliyên wê ên zer û maşikî kir. [7361 qaso_sesev] »Kerem bike xatûna min« û awir li memikan veda. [7362 qaso_sesev] Xatûna wî jî bi haweyê dildaran laşê xwe ricifand, »Teşekkurler Hasocigim« got û heta ku li ser kursiyê rûnişt bi wî haweyî meşiya. [7363 qaso_sesev] Heso çavên xwe ji ser danegerandin. [7364 qaso_sesev] Dil ketibû memikan. [7365 qaso_sesev] Di rewşeke azad de, hema deqîqeyekê, li mêrga memikan temaşe bikira, ji sedî sed wê pê xweş bihata. [7366 qaso_sesev] Ji şewlaqê devê wî girêz diherikî. [7367 qaso_sesev] »Heso axa êdî tu serbest î, xwe bide ser hev û bi rê bikeve. [7368 qaso_sesev] Fatîh, Hemo ji zindanê derxîne û wî û Heso bişîne malê.« [7369 qaso_sesev] Heso û Hemo wek du pîrên nod salî dan ber hev û ji qereqolê derketin. [7370 qaso_sesev] Ro ketibû zerikê, ji çiyê xuya ne dikir. [7371 qaso_sesev] Li jor ewr li hev diciviyan û bi ser Sitilîlê de diherikîn. [7372 qaso_sesev] Ewrekî reş mîna konekî xwe li ser gund vedabû û ji cihê xwe ne diqeliqî. [7373 qaso_sesev] Çûk lûsiyabûn, kûçikan ne direya, dewar ne dihoriyan, ji gasînan pêjina insên ne dihat. [7374 qaso_sesev] Sipîndarên ku ji dûr ve newal û çiya kiribûn yek, bi bê re direqisîn. [7375 qaso_sesev] Xuşîniya çem di reşaya newalê de li jêr dengê bilûrê dida û wilo diçû û diçû. [7376 qaso_sesev] Hewşa qereqolê derbas kiribûn û gihabûn qorziya kolanê. [7377 qaso_sesev] »De ka bisekine« Heso got û ji dûr ve li qereqolê nerî. [7378 qaso_sesev] Devê xwe vekir, ji kûraya kezebê keserek kişand û kezeb bi bayê azadiyê nepixand. [7379 qaso_sesev] Canê wî bi qasî ku derman fêdê lê neke li hev geriyabû. [7380 qaso_sesev] Di nav reşaya zindanê de bi qîmetê azadiyê baş dizanîbû, lê gava xwe azad didît îcar qîmetê azadiyê bi qasî qirşikekî jî li ba ne dima. [7381 qaso_sesev] Di tengayê de bi qasî ku Xwedê dihat bîra wî, di fireyê de ewqasî ne dihat bîrê. [7382 qaso_sesev] Di demên tengayê de ku xwe bêçare didît, bi qasî ku êrîşî Xwedê dikir, ewqasî jî medet jê dixwest. [7383 qaso_sesev] Çiqasî di xwest ku bi rastî Xwedê heba û li halê wî bipirsiya... [7384 qaso_sesev] Qereqol di roavayî gund û di berpala çiyê de ava bûbû. [7385 qaso_sesev] Li hewşa qereqolê ji zixurên bestan kilskirî bi tîpên mezin hatibû nivîsîn ku tirkek himberî dinyayê ye! [7386 qaso_sesev] Tirk esker çêdibe! [7387 qaso_sesev] Tirk bahoz e! [7388 qaso_sesev] Dîsa ji zixurên rengareng boyaxkirî sûretê eskerekî bi tiving hebû. [7389 qaso_sesev] Sûret bi qasî dêwekî mezin dihat. [7390 qaso_sesev] Qezetore li serê tivingê xistibûn û ji serê qezetorê jî xwîn dinisilî. [7391 qaso_sesev] Di bin dara tuyê de ku ji vê darê re digotin »Dara Şenaqê«, heykelê Atatirk li ser pêyan çikandîbû. [7392 qaso_sesev] Heykel mezin û reş boyaxkirîbû. [7393 qaso_sesev] Di bin reşaya ewran de wek xeyaletekê bi xof xuya dikir. [7394 qaso_sesev] Atatirk destê xwe ê çepê danîbû ser kêleka xwe û destê xwe ê rastê bilind kiribû. [7395 qaso_sesev] Tiliya xwe a girdikê û qilîqîçanê girtibû û bi sê tiliyên xwe ên vekirî mîna ku tiştek rave dikir, sekinîbû. [7396 qaso_sesev] »Lawo tu dizanî bê ew bênamûsê Atatirk bi wan hersê mîxên tilêyên xwe ên vekirî, dibê çi?« [7397 qaso_sesev] »Na.« [7398 qaso_sesev] »Guhdar bike. [7399 qaso_sesev] Ew teres dibêje ku li vê qereqolê yek namûs, dudu şeref, sisê ûjdan tune ye. [7400 qaso_sesev] Min ev hersê tişt li vê qereqolê qedexe kirine.« [7401 qaso_sesev] Wê hîn bigota û bibilanda, lê Hedo wek gule di ber wan re derket û rast xwe li qereqolê girt. [7402 qaso_sesev] Wî berê xwe da Hedo. [7403 qaso_sesev] »Ha ha zeriyê! [7404 qaso_sesev] Xwedê xêr neke, bi ku de! [7405 qaso_sesev] Keçê xatûnê çawîş, qomandar, esker ha ha qaçtî, qoydî, çiqtî!..« [7406 qaso_sesev] Hedo tibabê neh, deh metroyan ji wan dûr sekinî, bi haweyê xwe Heso bersivand û bi lez ket hewşê. [7407 qaso_sesev] Berberiya xwe bi xwe zimanê mirov kin û ê dijmin jî dirêj dike; mirov piçûk û dijmin jî mezin dike; ew pê xurt mirov jî pê qels dibe. [7408 qaso_sesev] Wilo li Heso û Circîs hatibû. [7409 qaso_sesev] Heso û Hemo şeva xwe li mala dostê xwe Şaqûlo derbas kirin. [7410 qaso_sesev] Bi danê sibehê re Heso bi terempêla Qurmo ku rojê carekê diçû Nisêbînê û Hemo jî bi bergîlê, hatin malê. [7411 qaso_sesev] Circîs jî peya dabû ser rê û berî herduyan gihabû gund. [7412 qaso_sesev] Rêya terempêlê di navbera Sirêçkê û Zorava re dirêjî ser rêya Îpekê dibû û şifêr jî Heso li hindama gund di duryana rê de peya kiribû. [7413 qaso_sesev] Besta gund bêpir bû û çem jî diherikî. [7414 qaso_sesev] Terempêl nikarîbû dageriya gund. [7415 qaso_sesev] Navbera cihê Heso û gund pênc sed metroyek hebû. [7416 qaso_sesev] Hewa niha wek a ku doh ji malê bi rê ketibûn. [7417 qaso_sesev] Hinekî sura bê zêde bû ewqas. [7418 qaso_sesev] »Ya rebî de ka îcar safî bike, ez ê bi vî halî çawa xwe bigihînim gund! [7419 qaso_sesev] Ji bo hin bên bi min ve, ez bang bikim wê hûrî qeşmeriyên xwe bi min bikin, ez bang ne kim û li ser çarlepikan herim, wî çaxî jî ez ê bibim qirdikên wan. [7420 qaso_sesev] Ez bang bikim nabe ez bang nekim dîsa nabe, baş e ez çi bikim, hi?« [7421 qaso_sesev] Li dor xwe nerî ku cihekî bi talde bibîne û lê rûne. [7422 qaso_sesev] Çep û rastê rê bi nihîtên mezin rapêçayîbûn. [7423 qaso_sesev] Pala xwe da nihîtekî, berê xwe da gund û bêhnekê li ser lingan sekinî. [7424 qaso_sesev] Dûv re kurkê xwe ê ku cerhoban bi carekê ve wek seradê qulqulkî kiribûn, li xwe pêça û rûnişt. [7425 qaso_sesev] Erd avî bû, bin wî şil bû. [7426 qaso_sesev] »Wey Xwedê ji min ne razî be!« çeng bû û bêhna xwe teng kir. [7427 qaso_sesev] Çend kevirên yeklepî ji derdora xwe dan hev, di bin xwe de rast kirin, li ser wan rûnişt û vê carê jî bi xwe keniya: [7428 qaso_sesev] »Min mejiyê xwe xwariye, bi telaq terî ji min kêm e. [7429 qaso_sesev] Ma ne ji xwe, çaraliyê min tije kevir in û ez jî di nav heriyê de rûdinim. [7430 qaso_sesev] Piştî ku heta bi mûyên qûna min şil dibin, ez ji nuh ve bi xwe dihisim û li keviran hayî dibim. [7431 qaso_sesev] Min dizanîbû wê wilo bûba, gerek ez berî Circîsko biçûma qereqolê. [7432 qaso_sesev] Min bi a jina xwe kir, wey xwelî li serê min be ku ez jî zilam im. [7433 qaso_sesev] Ma mirov bi a pîrekê dike! [7434 qaso_sesev] Circîs bi wê qamka xwe em hemû xapandin. [7435 qaso_sesev] Yanî niha min çi ji vê çûna xwe a qereqolê fêm kir ez nizanim! [7436 qaso_sesev] Circîs him demaçê berda me em birîn kirin, him çawîş kire hevalê xwe li wir jî li me xist û him jî ji me ne hat ku em giliyekî bikin. [7437 qaso_sesev] Na na, ez ê nikaribim vê bênamûsiyê daqurtînim. [7438 qaso_sesev] Wî ne derbek, du, sê derb pev re li me xistin. [7439 qaso_sesev] Ez nikarim vê tirê jê re bihêlim...« [7440 qaso_sesev] Heso ji dûr ve bi nihît re bûbû yek. [7441 qaso_sesev] Gava xwe dilebitand ji gund dixuya ku mirovek di talda nihît de rûniştiye. [7442 qaso_sesev] Eger li ser nihît rûnişta, wê ji gund ferq bûba û heta belkî ên wek Zibêr û Miho ew nas jî kiribana. [7443 qaso_sesev] Sarê ji doh êvarî de çavrêyî lê kiribû. [7444 qaso_sesev] Car caran derketibû ser xênî û ji hêla çiyê de li Sitilîlê nerîbû. [7445 qaso_sesev] Sitilîlê diket bakurê gund. [7446 qaso_sesev] Di gava ku Heso li duryanê peya bûbû, ew sê caran hilkişiya bû ser xênî. [7447 qaso_sesev] Eger hema serê xwe piçekî ber bi roava de vekiriba, wê Heso bidîta. [7448 qaso_sesev] »Wey bi Xwedê ew dengê Sarê ye, dîsa êrîşî ser kê dike gelo? [7449 qaso_sesev] Ez bawer nakim ku tu esker filan hatibin gund. [7450 qaso_sesev] Ma bû çi, hema her roj bigirin ser gund! [7451 qaso_sesev] Em ne Eliyê Betê û ne jî Eliyê Ehmed in ku em mala xwe û wan li topekê xînin. [7452 qaso_sesev] Ha dibe ku qançorçî bin, dîsa pere pir xwestibin û Sarê bi wan de pijiqî be. [7453 qaso_sesev] Qançorçiyên çi kuro! [7454 qaso_sesev] Çar, pênc sal in ku dewra wan rabûye. [7455 qaso_sesev] Ha temam, ev qolçî ne. [7456 qaso_sesev] Qey dîsa wek wê salê Xelefê me yê kasûlî, qutî dirêjî destê wan kiriye û xwe bi girtin daye. [7457 qaso_sesev] Û Sarê jî li xwe qewimandî ye. [7458 qaso_sesev] Bi rastî min aqilê xwe xwariye, qolçiyên çi! [7459 qaso_sesev] Qolçitî ji zû de zû de rabûye, bavoo. [7460 qaso_sesev] Ê erê naxwe ev jinik, bi kê re pevdiçine?..« [7461 qaso_sesev] Serê xwe rakira û li gund bineriya, hewce ne dikir ku dîsa peya bida nav sitiriyan. [7462 qaso_sesev] Circîs best û best ji Stilîlê dihat û gihabû ber gund, Sarê jî xwe ji gund berdabû pêşiya wî û gotin pê re dikirin. [7463 qaso_sesev] Piştî ku gundî derdikevin ferca Sarê û Circîs û koma pîrekan li ba darên tuyan dicivin, Heso nuh di meseleyê de digihê. [7464 qaso_sesev] »Eferim Sarê, lêlê pîrê tivingê berdêyê! [7465 qaso_sesev] Wî bikuje bikuje!..« Kurkê xwe li ba dikir û diqêriya. [7466 qaso_sesev] Pevçûn bi kêrî wî hatibû. [7467 qaso_sesev] Gundiyan ew dît û bi xar pê ve çûn. [7468 qaso_sesev] Temo û Miho berî Zibêr û Xelef gihan ba. [7469 qaso_sesev] Zibêr ji hemiyan bi aqiltir derketibû. [7470 qaso_sesev] Wî ker bi xwe re biribû. [7471 qaso_sesev] »Ehmeq, hey te ker anîbû, îcar te çima kurtan lê ne kiriye. [7472 qaso_sesev] Ez ê çawa li vê kera tazî siwarêm, hi!« [7473 qaso_sesev] Zibêr: [7474 qaso_sesev] »Ji şelûpela ku li gund rabû, min xwe ji bîr kir...« [7475 qaso_sesev] Heso xwe zivêr kir, bêî ku bizanibe çi dike, bi hêrs gopal di zikê kerê rakir, ker tengijî û çep û rast da lotikan. [7476 qaso_sesev] Qêrînî bi Temo ket, bi sênga xwe girt û di cih de rûnişt. [7477 qaso_sesev] Kerê lotikek li ser çiçika wî a rastê xistibû. [7478 qaso_sesev] Baş bû ku ker bênal bû. [7479 qaso_sesev] Zibêr hişk bi benê ku di situyê wê re derbas kiribû girt, pê re xeyidî ker sekinî. [7480 qaso_sesev] »Zibêr, ma ker şemûs e?« [7481 qaso_sesev] »Wilehilezîm min rojekê ne dîtiye ku vê kerê bi vê ecêba niha, wilo lotik avêtine!« [7482 qaso_sesev] »Yanî tu dibêjî ez siwarêm?« [7483 qaso_sesev] Miho: [7484 qaso_sesev] »Erê apo erê, siwarê tişt nabe...« [7485 qaso_sesev] Ker, hûrik û şînbozî bû. [7486 qaso_sesev] Hîç ne li gor Heso bû. [7487 qaso_sesev] Heso li kera tazî siwar kirin. [7488 qaso_sesev] Lê bîr ne birin ku kurkê wî têxin bin; di kurk de pêçan. [7489 qaso_sesev] Zibêr bi serê kerê girt, Xelef xwe da pişt kerê, Temo û Miho di kêlekan de dan ber hev û ziqitandin kerê. [7490 qaso_sesev] Lingên Heso hema hema ji erdê bilind bûbûn. [7491 qaso_sesev] Ji dûr ve dişibiya derwêşên ku bêerbane li genim digeriyan. [7492 qaso_sesev] Ji nêzîk de jî dişibiya bûka baranê. [7493 qaso_sesev] Lê ji ber ku xêliyan li tenekê ne dixistin, îcar dibû wek potikê nav bîstên. [7494 qaso_sesev] Zibêr bi haweyekî cidî: [7495 qaso_sesev] »Ma çawa çû apo?« [7496 qaso_sesev] Ne wextê pirseke wilo bû. [7497 qaso_sesev] Divabû bigiha malê bêhna xwe berda, bixwara, vexwara, bi Sarê re rûnişta û dûv re ev dabaş vebûya. [7498 qaso_sesev] Di vê bêhnikê de Sarê difikirî. [7499 qaso_sesev] Bêriya wê kiribû... [7500 qaso_sesev] »Wek quzelqurtê çû!« ew bersivand û lingên xwe li kerê hejandin. [7501 qaso_sesev] Zû gihan besta gund. [7502 qaso_sesev] Çem bi hêdî diherikî. [7503 qaso_sesev] Heso cesaret ne kir ku bi kerê li çem xîne. [7504 qaso_sesev] »Temo rahije min û min ji çem derbas bike...« [7505 qaso_sesev] Temo ew li pişta xwe kir. [7506 qaso_sesev] Di nîvê çem de sekinî. [7507 qaso_sesev] Guhikê çefiya Heso gihabû avê. [7508 qaso_sesev] Zibêr tev li şekalê bi lez da nav çem, guhikê çefiyê hilda û guvaşt. [7509 qaso_sesev] Destekî xwe da pişta Heso jê re kire senede û bi destê din jî bi zendê Temo girt. [7510 qaso_sesev] Ji ber ku ev çem seraqet ne diherikî kevir ne şahîk û ne jî kefz girtibûn. [7511 qaso_sesev] Bêî ku bişemitin bi rehetî çem derbas kirin. [7512 qaso_sesev] Pizûriyan mîna ku bûk dihat gund piçûk- mezin herkes ji malên xwe derketibûn û li wan temaşe dikirin. [7513 qaso_sesev] Sarê haziriya Heso dikir; jê re goştê kavirê ku du roj berê ser jê kiribûn dibiraşt. [7514 qaso_sesev] Şîva wan a îro serûpê, hûr û rovî bûn. [7515 qaso_sesev] Şîv li gor dilê Heso bû. [7516 qaso_sesev] Eger Sarê bizanîbûya ku wê Heso bi sibehkî re bihata, ew ê şîv bi sihorê re li êgir kiriba. [7517 qaso_sesev] Heso wek generalê ku di şer de winda kiribe, di nav koma pizûriyan re bêî ku xêrhatinan bibersivîne, serê xwe berda ber xwe û derbas bû. [7518 qaso_sesev] »Temo bizixitîne kerê!« [7519 qaso_sesev] Temo bi a xwe kir, ne zixitandê. [7520 qaso_sesev] Gerek Heso li devê deriyê hewşê paya bûba, peya ne bû. [7521 qaso_sesev] Ji kerê daneket heta ku ne çû ber dika odê. [7522 qaso_sesev] »Kuro pîro, ji wê kerê dakeve, ma qey tu ê wê biajo odê, weh! [7523 qaso_sesev] Bê çi pê nakeve, ew zir qelafetê ha û ev kerka hûrik. [7524 qaso_sesev] Hema te xwe hinekî ragirta, sê, çar bergîl di gund de hebûn me ê yek bi te ve bgihanda...« Sarê li bin beragirkê li ser lingan sekinîbû, pê dikeniya û diaxivî. [7525 qaso_sesev] Heso bêî ku ji kerê dakeve û tiştekî jê re bibêje, wek ku gur li mîhê binere bêhnekê lê nerî û bi hêrs destê xwe bilind kir: [7526 qaso_sesev] »Temo zû min biavêje odê!« [7527 qaso_sesev] Ker cefilî, hindik mabû bikeve, Temo ew zeft kir: [7528 qaso_sesev] »Xwedê ji te razî be yabo, hêdî hêdî, te xwe kirî dîsa têwerkira« û bi lez rahişt bavê xwe. [7529 qaso_sesev] Zibêr û Miho bi dû wan de bêhnçikyayî xwe avêtin hindur. [7530 qaso_sesev] Lê di wê navê re jina Miho hat, ew xewle kir. [7531 qaso_sesev] Bêhnekê kirin piste pist û dûv re jî çûn malê. [7532 qaso_sesev] Heso rêwîtiyeke ne xweş kiribû û li qereqolê zilm lê bûbû. [7533 qaso_sesev] Sarê jî piştî ku Circîs dîtibû, rewşa ku Heso li qereqolê ketibûyê texmîn kiribû. [7534 qaso_sesev] Destek cilên bin çekan, qutik û kirasek danîbûn ser milê xwe û li ber Heso sekinî. [7535 qaso_sesev] Heso xwe li ser doşekê serpiştkî palda bû. [7536 qaso_sesev] Bîr ne biribû ku şekala xwe derxîne. [7537 qaso_sesev] Temo ji xwe hîç tiştekî wilo ne hatibû bîra wî. [7538 qaso_sesev] Heso qundera xwe di doşekê de dibir û dianî, doşek di heriyê de mabû û Temo jî lê temaşe dikir. [7539 qaso_sesev] Piştî ku Sarê bang kir, »Qîza min Meyro, misînek ava germ, sabûnê û leganekê bîne«, berê xwe da Temo: [7540 qaso_sesev] »Kuro lawê kerê, tu çi wilo wek bertelaşekî li wir sekiniyî, zû were qundera bavê xwe ji lingan bike! [7541 qaso_sesev] Heso ka rûne ku ez cilên te biguherim...« [7542 qaso_sesev] Heso dîsa lingê xwe ê seqet û saxlem têkil hev kirin, lingê seqet hilda û bi şid li erdê xist. [7543 qaso_sesev] »Off yabo!« bi pêxêla Sarê girt, »Bela xwe ji min veke!»got û dahf dayê. [7544 qaso_sesev] Sarê serqûnkî ket, şahra wê a rawanî ji serê wê pekiya û biskan wek dahfikên kewan xwe bi ser rû de berdan. [7545 qaso_sesev] Porê xwe ê belek şeh kiribû. [7546 qaso_sesev] Li ber xwe ket, lê tişt li xwe çênekir. [7547 qaso_sesev] Bi hemd şahr danî ser doşekê. [7548 qaso_sesev] Kitana xwe da ser hev û por bi kitanê nixumand. [7549 qaso_sesev] »Heyran ez dizanim ku tahde li te hatiye, lê divê tu bêhna xwe fireh bikî. [7550 qaso_sesev] Dinya fireh e, Xwedê mezin e. [7551 qaso_sesev] Çerxa felekê geh li jor geh li jêr e. [7552 qaso_sesev] Îro ji wî re xweş ket, sibe jî wê ji te re xweş bikeve. [7553 qaso_sesev] Bêhna xwe fireh bike ez qurban...« [7554 qaso_sesev] Sarê pîrekeke têgihiştî bû. [7555 qaso_sesev] Baş dizanîbû ku eger ew Heso qanih neke, wê Heso ji niha û bêhneke din li gund şer derxîne. [7556 qaso_sesev] Îcar di destê wê de sîlehê wê ê herî mezin ku temamê aliyên xwe ên pîrekî li himber wî bi kar bianiya. [7557 qaso_sesev] Di vê gavê de ji Heso re aliyê wê ê mêranî pêwîst ne dikir. [7558 qaso_sesev] Û wê jî dizanîbû. [7559 qaso_sesev] Kul û derd û êşa ku Heso wê di sê, çar mehan de bikişanda, di sê rojan de lê gihabû hev. [7560 qaso_sesev] Mejî û hinavên wî helhilî bûn û wek hêtûnê rivîn didan. [7561 qaso_sesev] Sarê melhema canê wî bû. [7562 qaso_sesev] Bi karanîna aliyê xwe ê pîrekî, bi kêmanî hema dikarîbû, rivînan ji êgir bike û şewta gund bitexirîne. [7563 qaso_sesev] Jin gava zana be dikare tesîreke mezin li ser mêr bike. [7564 qaso_sesev] Heso ji Sarê re her tim digot, »Jin şeytanê mêr e. [7565 qaso_sesev] Jin dikare mêr bike balon, dikare dapiçîne, dikare bike wezîr û dikare bike rezîl jî. [7566 qaso_sesev] Keçê Sarê, zû min bike wezîr ku ez fermana vî Circîsî rakim...« Eger di vê civata heso û circîsan de cihê pîrekê bi qasî ê zilêm hebûya, civata wan ewqasî serxweçûyî ne dibû. [7567 qaso_sesev] Ji ber ku li vî gundî hema hema temamê pîrekan xêrxwazî dixwestin. [7568 qaso_sesev] Gelek jinên ku wek Sarê ji mêrê xwe hez dikirin hebûn. [7569 qaso_sesev] Agirê xizaniya ku li canê wan dilîst û can dişewitand, ji mêran bêtir didîtin. [7570 qaso_sesev] Zarokên ku ji destê feqîriyê nexweş diketin û bêdoktor û bêderman li wê navê can didan, dilê dê ji ê bavê bêtir xencer dikir. [7571 qaso_sesev] Jin di navbera mêran de dara ziyaretê bûn. [7572 qaso_sesev] Bi qeweta jinan, di nav zilaman de dikarîbû pevgirêdaneke bi dostanî çêbûba. [7573 qaso_sesev] Lê mixabin dînê wan, bi carekê ve rê li pîrekê girtibû. [7574 qaso_sesev] Hertişt erê hertişt xistibû destê zilêm. [7575 qaso_sesev] Te digot qey ew dînekî ku ji bo zilaman çebûbû. [7576 qaso_sesev] »Weh çawa Xwedê ne mezin e, me mezinahiya wî li qereqolê dît, hi! [7577 qaso_sesev] Bi telaq ew ji bo ku feqîran pîs bike heye!« [7578 qaso_sesev] »Pepû pepû, de were û îcar safî bike! [7579 qaso_sesev] Heso jî ji min re bûye feqîr! [7580 qaso_sesev] Hey agir bi malê keto, ku tu feqîr bî li vê dinyayê feqîr namînin...« [7581 qaso_sesev] Sarê cilên wî jê dikirin. [7582 qaso_sesev] Di ber re jî laşê wî difirkand. [7583 qaso_sesev] Destê xwe di ser serê wî re dibir û bi rîha wî dilîst. [7584 qaso_sesev] »Ê ne kalo tu bi xwe nizanî gava tu van kufiriyan dikî, bê tu çiqasî şêrîn dibî lo. [7585 qaso_sesev] Henekê xwe bi Xwedê û tiştê miqedes neke. [7586 qaso_sesev] Hinekî bêhna xwe berde«, destê xwe danî ser zikê wî dewisand û dîsa bi haweyekî devliken axivî, »Hinavên te reş bûne, dew vexwe, mast û nîvişk bixwe. [7587 qaso_sesev] Keçê Meyro, ji kalo re zû qêtix werîne!« [7588 qaso_sesev] Sarê çi tiştê ku ji dest dihat dikir, lê Heso hîn jî haş ne dibû. [7589 qaso_sesev] »Ka qaşo birayê te ne çûbû Sitilîlê gilî, zikê min ji kîn û bixzê reş û ê Circîskê te jî sipî bû ha!..« [7590 qaso_sesev] »Tu dizanî kalo ez dibêm çi, kuro ne be ku ev Circîsê me ewliya be! [7591 qaso_sesev] Me hemiyan çavdêrî li ser rê û mêyên gund dikir, herkes lê bûbû nahtor û kesî jî ew ne dît ku ji gund derket. [7592 qaso_sesev] Baş e ne ewliya be çi ye naxwe, hi?« [7593 qaso_sesev] Heso di nava xwe de keniya, lê wek a di nava xwe de ne got: [7594 qaso_sesev] »Erê erê ewliyatî jê dirije, qamboncîkê heram. [7595 qaso_sesev] Ew ewliya be, ez jî pêxember im. [7596 qaso_sesev] Ma min ji te re ne gotibû ku mêrik niha li Sitilîlê li ba çawîş rûniştiye?..« [7597 qaso_sesev] Sarê ew ji guherê hildikişand sirtê û wî jî hîç ne dixwest ku ji guherê derkeve. [7598 qaso_sesev] Lêvên wî ji lêdanê terişî û werimî bûn. [7599 qaso_sesev] Nêm girtibûn. [7600 qaso_sesev] Peşkên xwînê li ser qutikê wî vedabûn. [7601 qaso_sesev] »Kalo ev çi xwîn e? [7602 qaso_sesev] Lêvên te terişî ne, ne be ku wî teresbavê çawîş li te xistibe, hi!« [7603 qaso_sesev] »Na, ez bi zarêşê ketime. [7604 qaso_sesev] Hîn ez li malê bûm devê min kul bûbû...« [7605 qaso_sesev] Dev û lêvên wî ji ê Hûto jî saxlemtir bûn. [7606 qaso_sesev] Li xwedanetanî lêdana ku ji başçawîş xwaribû ji Sarê re bibêje. [7607 qaso_sesev] Di şevên zivistanê ên reş û tarî de ji bo ku xwe wek nihîtekî mêran bi Sarê bida qebûlkirin, radihişt tivinga xwe û xwe berdida berqefên binya gund. [7608 qaso_sesev] Bi seetan li ber baranê û wê serma dijwar rûdinişt. [7609 qaso_sesev] Di bêhnika ku wê bihata malê, îcar xwe di heriyê de dida û dida û xwe şil û şepa dikir. [7610 qaso_sesev] Dûv re jî ji Sarê re digot: [7611 qaso_sesev] »Bi qelaç û qelaç ez çûm heta Atxê, ji wir hilkişiyam şikeftên Zivingê, ji wir jî dageriyam besta Bamidê û best û best ez hatim heta duryana Dêrê û Cibiltînê. [7612 qaso_sesev] Howeh li vê ecêbê, ez ewqasî îşev geriyam û geriyam, min ne pêjina insanekî û ne jî a tebayekî kir!..« [7613 qaso_sesev] Sarê jî jê re sobe dadida, cilên wî diguhert, wek zarokekî li ber destê wî diçû û dihat, ew difirkand û dûv re jî xwe şilfîtazî dikir û laşê xwe bi carekê ve jê re serbest berdida. [7614 qaso_sesev] Ma ne ji xwe, ji xezwê hatibû. [7615 qaso_sesev] Heso bi wan kiryarên xwe, Sarê bi mêraniya xwe serxweş dixist, û ew jî bi kelaxê Sarê re serxweş dibû. [7616 qaso_sesev] Di vê kêlîkê de xwe li ser perên ewran hîs dikirin. [7617 qaso_sesev] Ji Sarê re digot, »Keçê di vê bêhnikê de gerek em perda dînê Mûsa û Îsa û Mihemed biqetînin û bibin wek Adem û Hawa. [7618 qaso_sesev] Heyat ev bîstike, bîstika ku çû nema tê. [7619 qaso_sesev] Ez û tu divê ku em ji hev têr têr bibin...« û di her der wê radikir. [7620 qaso_sesev] Meyro misîn, legan û qalibekî sabûna benkan li ber doşekê li ser çementoyê danîn. [7621 qaso_sesev] Misîn mezin û sifrînî bû. [7622 qaso_sesev] Bilbilîneka wî li gor ên bafûnî hinekî bi jor de bû. [7623 qaso_sesev] Qalibê sabûna ku anîbû hîn bi kar ne hatibû. [7624 qaso_sesev] Destmaleke sor li ser milê wê ê rastê bû. [7625 qaso_sesev] Fîstanekî şîn li xwe kiribû. [7626 qaso_sesev] Porê xwe bi lefahiyeke belek nixumandibû. [7627 qaso_sesev] Devdelingên wê ên kurmanckî li jora bazinên lingan sekinîbûn. [7628 qaso_sesev] Gwîzekan di reşaya odê de wek du loq nîvişk sipî diyar dikirin. [7629 qaso_sesev] Bejna wê a çinarî di bin fîstanê şîfonî de mîna dara guhîjê bêpêjin dihejhijî. [7630 qaso_sesev] Te digot qey Temo hisn û cemala jina xwe nuh keşif kiribû, bi haweyê nerînên şêxên diltenik li jina xwe dinerî. [7631 qaso_sesev] Av bi devê wî ketibû. [7632 qaso_sesev] Sarê destmal ji dest girt, »Qîza min here« got û lingê Heso ê tehenî xist leganê. [7633 qaso_sesev] Heso dengê xwe ne kir. [7634 qaso_sesev] Sarê hûçikên xwe hildan û dest bi firkandinê kir. [7635 qaso_sesev] Ava şîrgermî û destê Sarê ê gij bi ling xweş hat, mêraniya Heso tevgeriya û di nav şeqan de giha hev. [7636 qaso_sesev] Qereqopkê wî rep bû. [7637 qaso_sesev] Ceriband ku bi kabokan sitarê lê bike. [7638 qaso_sesev] Kabok gihandin hev û navrana şerwalê xwe li ser gilokî kir. [7639 qaso_sesev] Lê fêde ne kir. [7640 qaso_sesev] Qereqopkê wî mîna zirnazîqê gilok hilda û danî. [7641 qaso_sesev] Vê carê jî bi lihêfê nixumand. [7642 qaso_sesev] Devê wî sist bûbû. [7643 qaso_sesev] Eger di vê bêhnikê de peyivîba, miheqeq wê taximên diranan ji devê wî bihatana xwar. [7644 qaso_sesev] Meyro dîsa hat. [7645 qaso_sesev] Tasek di destê wê de bû. [7646 qaso_sesev] »Apo kerem bike.« [7647 qaso_sesev] Heso bêdilî xwe tas ji dest girt. [7648 qaso_sesev] Destê xwe ê çepê danî ser serê xwe û nehişî qurt li ser qurtê li dew xist heta ku tas çikand. [7649 qaso_sesev] Rîha wî hinekî şil bû, bi herdu destan rîh paqij kir û destên xwe jî di doşekê de ziwa kirin. [7650 qaso_sesev] Balîf kişand ber pala xwe û cihê xwe xweş kir. [7651 qaso_sesev] Berê wî tam ket Zibêr. [7652 qaso_sesev] Zibêr guhên xwe bel kirin û ziq li devê wî nerî. [7653 qaso_sesev] »Erê ma tu dizanî bê li qereqolê Circîsko çi kir, xanim!« [7654 qaso_sesev] Zibêr ji mereqa bê ka ku Circîs çi kiriye, bêî ku bi xwe agahdar bibe ji ser kulêv herikî ser çementoyê. [7655 qaso_sesev] Bi qasî ku hindik mabû çena xwe bigihîne erdê, sêng xwûz kir, herdu dest çep û rast danîn ser ruyê xwe û çavên xwe beloq kirin. [7656 qaso_sesev] Temo ji aliyê malê de hat: [7657 qaso_sesev] »Yabo ma tu ne birçî yî, xwarin hazir e?« got û li wê navê sekinî. [7658 qaso_sesev] Di rewşa Zibêr de guhertin çênebû. [7659 qaso_sesev] Sarê jî habela lingê Heso difirkand. [7660 qaso_sesev] Firkandina bi destê wê ji bo Heso xwarina herî bi qewet bû. [7661 qaso_sesev] Lêbelê Temo fêm ne dikir. [7662 qaso_sesev] »Yabo ma tu çi dibêjî?« [7663 qaso_sesev] Heso kulma xwe li doşekê xist û bi zirt got: [7664 qaso_sesev] »Yabo dibêje ku keliz be jî ez niha naxwim!« [7665 qaso_sesev] »Heso tu pir betilî xuya dikî. [7666 qaso_sesev] Ma tu şevê din jî raneza qey?« [7667 qaso_sesev] »Razana çi Sarê!« [7668 qaso_sesev] Bi vê gotina wî re teqil li Zibêr ket, hinekî din ber pê de herikî. [7669 qaso_sesev] Sadiq hat. [7670 qaso_sesev] Wî guh neda wî. [7671 qaso_sesev] »Apo tu bi xêrê hatiyî.« [7672 qaso_sesev] »Wey tu di nav xêrê de bî. [7673 qaso_sesev] Ma tu li ku derê bû heta niha, lawo? [7674 qaso_sesev] Min tu di nav koma zilaman de jî ne dît...« [7675 qaso_sesev] »Min bi Hûto re dewar rast dikirin.« [7676 qaso_sesev] Heso pir jê hez dikir. [7677 qaso_sesev] Ax ne ji vî aqilê wî ê rastgo ba, Heso wê ew li ser serê xwe kiriba û hata belkî mezinahiya pizûriyan jî bida dest. [7678 qaso_sesev] Bi tenê tiştek jê dixwest, »Xwe hînî derewan bike!« Çawa ku berberî bêpere ne dibû; berberî bêderew, teşqele û bêbextî û filan û bêvan ji xwe hîç ne dibû. [7679 qaso_sesev] Berberî û pêxemberî pev ne diket. [7680 qaso_sesev] Heta Heso jê re gotibû, »Berberçiyên herî mezin pêxember bi xwe bûn. [7681 qaso_sesev] Nebe Îsa, bibe Mûsa û agir bi ser serê vî Fîrawinê me de bibarîne...« Lê Sadiq jî ne şîretên wî dixistin serê xwe û ne jî dev ji berberiyê berdida. [7682 qaso_sesev] Exlaq derdixist pêş. [7683 qaso_sesev] Tê ne digiha ku derew, bêbextî û telaqreşî esasên berberiyê bûn. [7684 qaso_sesev] Zibêr ji Sadiq pirsî: [7685 qaso_sesev] »Ma îro dora Hûto bû?« [7686 qaso_sesev] »Ma kîjan rojê ne dora wî ye, wê bibêje? [7687 qaso_sesev] Em tahdê li Hûto dikin. [7688 qaso_sesev] Gavantiya pizûriyan Hûto dike û em mahmela gavanekî jî pê re nakin.« [7689 qaso_sesev] Sarê bi haweyê ku melhemê li ser lingê Heso şahîk bike, sabûn li ser birînê bir û anî. [7690 qaso_sesev] Heso çavên xwe girtin. [7691 qaso_sesev] Zibêr jî sênga xwe rakiribû, lê hîn jî li ser çementoyê bû. [7692 qaso_sesev] Sarê: [7693 qaso_sesev] »Sadiq rast dibêje, em tu alîkariyê bi Hûto re nakin.« [7694 qaso_sesev] Heso beşişî, kêfa Sarê hat û di cih de gotin sipart wî. [7695 qaso_sesev] »Bavo hûn ne rast dibêjin, me alîkariya herî mezin pê re kiriye. [7696 qaso_sesev] Me garaneke ker û dahşik teslîmî wî kiriye...« [7697 qaso_sesev] Zibêr bi haweyê ku wî destek bike, keniya: [7698 qaso_sesev] »Apê Heso rast dibêje, pêşiyên me bi derewan ne gotine ku fêda gavên nîhandina keran e.« [7699 qaso_sesev] Heso dizanîbû bibêje, dinermijand û digot. [7700 qaso_sesev] Sadiq: [7701 qaso_sesev] »Zibêr tu li ser çementoyê rûniştiyî, çemento xwîna mirov dikişîne, binere dûv re tu ê qarçikî bibî ha. [7702 qaso_sesev] Cihê xwe xweş bike.« [7703 qaso_sesev] »Zibêr ma ne tu jî carina gavantiyê dikî.« [7704 qaso_sesev] Temo ne hişt ku Sarê a bi dû vê de jî bibêje. [7705 qaso_sesev] »Yabo, Meyro xwarin ji te re anî.« [7706 qaso_sesev] Heso ji nişkê ve çeng bû, kulma xwe li balîfê xist toz ji balîfê bilind bû.Tozê xwe dada qirika wî, kuxuya. [7707 qaso_sesev] »Lawê kerê, ev hûn çima fêm nakin, ma niha hewara xwarinê ye! [7708 qaso_sesev] Ma min ne gotibû ku ez ê niha nexwim!..« [7709 qaso_sesev] Sadiq devlikenî got: [7710 qaso_sesev] »Xebera apê min ne. [7711 qaso_sesev] Temo tu çima fêm nakî? [7712 qaso_sesev] Ma tu nabînî ku siltana wî di berdeye û lingê wî difirkîne.« [7713 qaso_sesev] Hemû keniyan. [7714 qaso_sesev] Lê Sarê ji hemiyan bêtir keniya. [7715 qaso_sesev] »Ax Sadiq ax, hema Xwedê emirê te dirêj bike û hew. [7716 qaso_sesev] Kalo ciwan bûye û min jî keçikeke çardeh salî dibîne. [7717 qaso_sesev] Ev keçika çardeh salî ketiye ber û hûn jî wî bi tenê bernadin. [7718 qaso_sesev] Ma wek we ye, Xwedê ji we razî be...« [7719 qaso_sesev] Sarê tam tiştê ku wî xwestibû got. [7720 qaso_sesev] Heso ji mecbûrî lingê xwe ji leganê derxist. [7721 qaso_sesev] Balîf rast kirin û devdevkî dirêj bû. [7722 qaso_sesev] Sarê vê carê jî pişta wî firkand. [7723 qaso_sesev] Firkandin pir li hesabê wî dihat. [7724 qaso_sesev] Ruyê xwe xist dîwêr, xwe di nav destê wê de xiloxavî kir û bi wê re xwe berda nav salên xortaniyê. [7725 qaso_sesev] Lê Şewqedîn bi bazdan di devê deriyê odê de sekinî, ew gotinên ku Heso pê diloriya, bi dengê tenekê birî. [7726 qaso_sesev] »Kalo kalo! [7727 qaso_sesev] Kera mala xalê Miho za û dahşikek mê anî...« bêhnçikyayî sê, çar caran li ser hev got. [7728 qaso_sesev] Heso li qûn rûnişt û bi wahc destê xwe hejand: [7729 qaso_sesev] »Erê Xwedê emir qesifando, ma ez pîrika kerê me ku tu vê mizgîniyê didî min, hi! [7730 qaso_sesev] Zû ji ber çavên min winda bibe ker lawê kerê! [7731 qaso_sesev] Zilam e ha, hivdeh, hîjdeh salî ye û ji xwe re li aqilê wî binerin! [7732 qaso_sesev] Min navê wî kir Şewqadîn, qaşo wê şewqa wî bida Mekê û Medînê, lê mêrik ji me re bû şewqa gû!..« [7733 qaso_sesev] Sarê bi ken got: [7734 qaso_sesev] »Tuxmê te ye Heso, tu gazinan ji kê dikî?« û rabû ser xwe. [7735 qaso_sesev] Li hewşê qelebalixa zilaman dihat. [7736 qaso_sesev] Seetek derbas ne bûbû ku Heso gihabû malê. [7737 qaso_sesev] Di eslê xwe de li gor carên ku Heso ji qereqolê an ji bajêr di-hat malê, di vê carê de pizûriyan hinekî bi derengî girtibûn ser. [7738 qaso_sesev] Dudu dudu di derî re derbas bûn û xêrhatin di Heso dan. [7739 qaso_sesev] Qasoyê girs û Xelefê hûrik di derî re dan ber hev, Xelef kumişî û wek çûkekî firiya hindur. [7740 qaso_sesev] »Lawo çi qewimiye, hêdî hêdî, ez li vir im, ez ne pisîk im ku di şibakê re birevim, weh! [7741 qaso_sesev] Bêhna xwe fireh bikin, em ê deng û behsên qereqolê ji we re bibêjin...« [7742 qaso_sesev] Zibêr: [7743 qaso_sesev] »Bêlome be, bê çiqasî birçiyê gotinê ne! [7744 qaso_sesev] Ji mereqan hindik mabû ku dest û lingên xwe bişikenandana...« [7745 qaso_sesev] Hindurê odê mîna şevê din na şeva din ji pizûriyan tije bû. [7746 qaso_sesev] Vê carê hin xort û zarok jî hatibûn. [7747 qaso_sesev] Di hikmê pênc, şeş deqîqeyan de rê û rêwanî di odê de nema. [7748 qaso_sesev] Zarok di nav şekalan de rûniştin. [7749 qaso_sesev] Hin xortan li ser qerevîzkan çong berdan erdê, hin li ser lingan sekinîn. [7750 qaso_sesev] Herkesî wek çêlîkên çûkan bêsebir li devê Heso nerî û di cihê xwe de qeliqîn. [7751 qaso_sesev] Heso xwe giran kir, wan jî çixare ji çixarê pêxistin. [7752 qaso_sesev] Dixan ber bi zikê xênî de bilind bû, li hev geriya, bû wek ewrekî qalind û hêdî hêdî xwe berda. [7753 qaso_sesev] Sadiq: [7754 qaso_sesev] »Bavo we em fetisandin, şibakan vekin, bila ev dixan derkeve!« got û bilez şibake vekirin. [7755 qaso_sesev] Nûrî jî alî wî kir. [7756 qaso_sesev] »Heso, ma çawa derbas bû?« [7757 qaso_sesev] Zibêr berî Heso: [7758 qaso_sesev] »Xelef hinekî xwe ragire, bila apê Heso bêhna xwe veke. [7759 qaso_sesev] Bi wê nexweşiya xwe û di wê serma dijwar de bi rê ketibû. [7760 qaso_sesev] Ji şevê din ve, di qereqolê de ha ha peyiviye. [7761 qaso_sesev] Hinekî bêhnê bidênê.« [7762 qaso_sesev] Heso ziq lê nerî û bi hêdî jê re got: [7763 qaso_sesev] »Tu çawa dizanî ku ez ji şevê din ve di qereqolê de bûm Ebû Sufyan?« [7764 qaso_sesev] Zibêr xwe ji gotinê xazî kir, bi zorê xwe kenand û di ber xwe de got: [7765 qaso_sesev] »Ma min wilo got qey apo? [7766 qaso_sesev] Li qisûrê nenere min xwe şaş kiriye.« [7767 qaso_sesev] Kenêr xwest ku Circîs di bîra Heso de bîne, ji bo ku ew jî mijarê rave bike. [7768 qaso_sesev] »Gava Sarê gotin bi Circîs re dikirin, Circîs wek bênamûsan serê xwe berdabû ber xwe û bi lez diçû malê. [7769 qaso_sesev] Min xwe ji lêdana wî re hazir kiribû, lê li himber Sarê hîç kipînî ne ketê...« [7770 qaso_sesev] Dengê girîniyekê bi ezmên ket, hêviya Kenêr bi avê de çû. [7771 qaso_sesev] Du jet bûn. [7772 qaso_sesev] Bi haweyê ku ezman diqelaştin pir bi hêrs ber bi başûrê welêt de diçûn. [7773 qaso_sesev] Dixana ku bi dû xwe de berdidan mîna marên dojehê di sahiya ezmên de li hev digeriya û ji nişkê vê winda dibû. [7774 qaso_sesev] Yek ji wan gava giha texma gund xwe bi telekî kir, şewqa royê ket ser baskan, ezmên çirûsk veda; bilind bû û daket û hema pê re rêz girt. [7775 qaso_sesev] Digel ku hemiyan dizanîbû ev dengê balafirê ye, ji bilî Heso, hemû bazdan hewşê û bêhnçikyayî hilkişiyan ser xênî. [7776 qaso_sesev] Ên benda din jî wek van kirin. [7777 qaso_sesev] Çakêt û çefiyên xwe ji balafiran re li ba kirin, fîkandin û qêriyan û hey qêriyan. [7778 qaso_sesev] Lê li gor salên rabihurî eva ku niha kirin dîsa jî ne tiştek bû. [7779 qaso_sesev] Di dema ku hîç nizanîbûn bê balafir çi ye, bi dengê wê re piçûk-mezin herkesî xwe diavêt gasînê û digotin, »Ha wilo şêxê min lêxe! [7780 qaso_sesev] Em kûçikê te ne kafiran bikuje! [7781 qaso_sesev] Tenterûs ji kêfir sax bernede! [7782 qaso_sesev] Allah, Mihemed, Allah, medet ya şahê li Xiznayê!..« û li sênga xwe dixistin. [7783 qaso_sesev] Ên ku şûr û rimê wan hebûn bi şûr û rim, ên ku debûzên wan tune bûn bi hejan derdiketin qada şer û çekên xwe diavêtin ezmên. [7784 qaso_sesev] Zarokan jî li tenekan dixist. [7785 qaso_sesev] Îcar tew li gundên çiyê, sofî bi sur diketin û xwe di xaniyan de werdikirin. [7786 qaso_sesev] Sofî Dahboyê xerêbanî bi vî haweyî situyê wî şikestibû û miribû. [7787 qaso_sesev] Di wan salan de sofiyan xwe talan kiribûn. [7788 qaso_sesev] Her ku balafirek derbas ba, hemû li hev kom dibûn, kerîyek pez bi xwe re radikirin û diçûn mala Şêx Ehmedê xiznî. [7789 qaso_sesev] Şêx Ehmed jî ji dêvla ku bigota: [7790 qaso_sesev] »Ey sofîno, navê wî tiştê ku we li ezmên dîtibû balafir e; ew ne ez bûm. [7791 qaso_sesev] Ma insanek çawa dikare wêqas tiriniyê ji xwe bîne! [7792 qaso_sesev] Ew tiştê reş ku jê diçû dixana wê bû. [7793 qaso_sesev] Rîha insên çawa dikare ewqasî dirêj bibe!.. « Wilo nabêje, vê dibêje: [7794 qaso_sesev] »Hûn çima min keşif dikin! [7795 qaso_sesev] Qey hûn dixwazin kafir kinêsa we û ometa Mihemed vemirîne!..« [7796 qaso_sesev] Heso: [7797 qaso_sesev] »Xelef ma te ji xwe fedî ne kir ku te jî da dû van ehmeqan û tu çû ser xênî! [7798 qaso_sesev] Tu di temenê min de yî. [7799 qaso_sesev] Ma min çend caran tu bir Diyarbekirê ji bo ku tu li teyare û meyaran binerî, hi!« [7800 qaso_sesev] »Ê ne Heso, te ne dît bê ferca wan çiqasî xweş bû!..« [7801 qaso_sesev] »Circîs jî derketibû ser qesira xwe û çakêtê xwe ji teyaran re li ba dikir«, Kenêr got û li Heso nerî. [7802 qaso_sesev] Qaso keniya û dengê xwe hilda: [7803 qaso_sesev] »Apê Heso, Xelef dîsa ket ha. [7804 qaso_sesev] Bi telaq ku Luqman ew ne girtiba, wê ji derencê bihata xwar û perçe perçe bûbaya...« [7805 qaso_sesev] Zibêr: [7806 qaso_sesev] »Pêşiyên me bi derewan ne gotine, ‘aşê dînan bêav digere»got û kenekî qebîh kir. [7807 qaso_sesev] Ji gotinên wî bêtir, kenê wî bala civatê kişand ser Xelef. [7808 qaso_sesev] Xelef bi awirên civatê şiyar bû ku Zibêr ji bo wî pîs gotiye. [7809 qaso_sesev] Pêşî xwe bi ser hev de guvaşt û dev lêva xwe kir. [7810 qaso_sesev] Dûv re jî lerizî: [7811 qaso_sesev] »Çi ye Zibêr? [7812 qaso_sesev] Yanî tu dibêjî ez dîn û tirsonek im, ha!« got û bi bazdan ji odê derket. [7813 qaso_sesev] Çûn û hatina wî du deqîqe ne girtin. [7814 qaso_sesev] Hejekî bi dirî xistibû destê xwe û li ber Zibêr sekinî. [7815 qaso_sesev] »Heçê ji min û te van diriyan nexwe diya wî jina wî be! [7816 qaso_sesev] De were, bê ji min û te de kî mêr e, hi!« [7817 qaso_sesev] Hejê wî dirîreşk bû. [7818 qaso_sesev] Her diriyek wek bizmarê sêpiyan qalind û dirêj bûn. [7819 qaso_sesev] Xelef tam wek dînan devê xwe xist nav çavê hej û gez li ser gezê li diriyan xist. [7820 qaso_sesev] Xwîn bi wê navê de pijiqî û bi ser hej de likumî. [7821 qaso_sesev] Civat pê ve rabû. [7822 qaso_sesev] Selîm bi serê wî girt, hej bi serî re rabû. [7823 qaso_sesev] Gava ku dilikume, diriyek li kerînoka bêvilê rast tê, kerînokê qul dike û di argûşkan de disekine. [7824 qaso_sesev] Ji vir gelek xwîn dihat. [7825 qaso_sesev] Xelef xiliya bû, lê ji ser hiş ne ketibû. [7826 qaso_sesev] Nikarîbû bipeyiviya jî. [7827 qaso_sesev] »Lewentoyê bînin bidin ber bêvilê...« [7828 qaso_sesev] »Yabo, Şewqedîn îro meheke ku lewento qedandiye.« [7829 qaso_sesev] »Kuro lawê kerê, tivingekê di zikê wî de berde. [7830 qaso_sesev] Him em ê jê xelas bibin û him jî em ê bi kuştina wî malikê li Circîs biviritînin...« [7831 qaso_sesev] Kenêr bi qerf got: [7832 qaso_sesev] »Dohnê gazê bidin ber bêvilê, dohn ji lewentoyê dijwartir e...« [7833 qaso_sesev] Miho: [7834 qaso_sesev] »Ma sîr jî çênabe gelo?« [7835 qaso_sesev] Sadiq: [7836 qaso_sesev] »Na lo pîvaz baştir e...« [7837 qaso_sesev] Simo: [7838 qaso_sesev] »Ka em ê fitîla deremêtê têxin bivila wî û agir berdênê. [7839 qaso_sesev] Bi Xwedê û pêxember wê zû bi xwe şiyar bibe, kuro...« [7840 qaso_sesev] Kazim û Selîm di nav xwe re ew birin ber serşokê. [7841 qaso_sesev] Av li serê wî kirin, bi xwe şiyar bû. [7842 qaso_sesev] »Min berdin!« got û bi qapûtê xwe serê xwe ziwa kir. [7843 qaso_sesev] Xwîn ne sekinî. [7844 qaso_sesev] Wî av di dev û bêvila xwe de werda. [7845 qaso_sesev] Bêî ku serî ji qêlik derxîne devê xwe vekir, av hemû bi ser sêngê de herikî. [7846 qaso_sesev] Heso: [7847 qaso_sesev] »Xelef here malê û xwe pal bide. [7848 qaso_sesev] Û eger tu di xwe re bibînî êvarî were şevbihêrkê.« Xelef deng ne kir û çû. [7849 qaso_sesev] »Weh weh ev çi zarok in, zû derkevin! [7850 qaso_sesev] Ji niha de ha! [7851 qaso_sesev] Herin ji xwe re bilîzin û tu carî neyên civatan!« Sarê got û di nav koma zilaman de rûnişt. [7852 qaso_sesev] Herkesî cih dayê, lê ew li ba Sadiq rûnişt. [7853 qaso_sesev] Ew ê hîn cihê xwe xweş ne kiribû, Hemo hat. [7854 qaso_sesev] Civat ji ber rabû û yek bi yek rahiştin destê wî. [7855 qaso_sesev] Hemo cilên xwe guhertibûn. [7856 qaso_sesev] Qazaxekî kevin î hirî û pantorekî bi pîne li xwe kiribû. [7857 qaso_sesev] Pantor dirgal û sor bû. [7858 qaso_sesev] Bi giştî bêgore dihat civatê. [7859 qaso_sesev] Vê carê bi gore bû. [7860 qaso_sesev] Bi ser gorên hirînî de coteke gorên naylonî kişandibû. [7861 qaso_sesev] Paniyên herdu goran jî qetiyabûn. [7862 qaso_sesev] »Çima ev der şilo pilo ye?« [7863 qaso_sesev] »Ma tu pê ne hisiyayî xanim?« [7864 qaso_sesev] »Pîro ev dîsa tu çi dibêjî ez fêm nakim?« [7865 qaso_sesev] »Tew, keçê ma ne Eliyê me ê Betê berî niha girt ser qereqola hidûd, pêncî esker kuştin û sed û nod jî birîndar kirin. [7866 qaso_sesev] Ev cihê şilo pilo hemû xwêhdana wî ye?« [7867 qaso_sesev] Mahmût: [7868 qaso_sesev] »Yada Sarê, yekî ji me dirî xwarin.« [7869 qaso_sesev] »Çima lawo qey ew yek ji we dewar bû ku dirî xwarin; hûn kulibî ne!« [7870 qaso_sesev] Heso: [7871 qaso_sesev] »De ka tê derxe, bê ev dewarê kulibî kî ye?« [7872 qaso_sesev] Sarê fêm kir. [7873 qaso_sesev] Keniya û berê xwe da Sêdiq. [7874 qaso_sesev] Berî ku ew tiştekî jê re bibêje, Sadiq peyivî: [7875 qaso_sesev] »Vê carê sebeb ne ez im, bi min nekeve. [7876 qaso_sesev] Berê xwe bide Zibêr.« [7877 qaso_sesev] »Feqîrê Xwedê Xelef, hûn dîsa ketine kirê wî ha...« [7878 qaso_sesev] Xelef bahlûlekî bû. [7879 qaso_sesev] Vî jî demekê xwest ku taciriya pez bike. [7880 qaso_sesev] Di dema taciriya wî de mîha herî qelew bi sih û pênc lîrên Tirkî bû. [7881 qaso_sesev] Wî mîha çermolaqî bi çil wereqî dikirî û bi panzdeh wereqeyan jî difirot. [7882 qaso_sesev] Gava jê re digotin »Xelef tu çima wilo dikî?« Wî jî digot »Ma ne bazar e, weh!« Berî taciriyê hinekî halxweş bû. [7883 qaso_sesev] Bi taciriyê top avêt û tu carî ne hat ser xwe. [7884 qaso_sesev] Herî feqîrê gund yek jê ew bû. [7885 qaso_sesev] Li şîvê dima heyirî. [7886 qaso_sesev] Çavên Sarê dîsa dageriyan ser Heso û got: [7887 qaso_sesev] »Lawo Temo zû xwarina bavê xwe bîne!..« [7888 qaso_sesev] »Keçê ma tu nafikirî, ez ê di vê hingamê de çawa bikaribim bixwim!..« [7889 qaso_sesev] »Bavê Temo, ji xwe di hingamê de xwarin xweş e. [7890 qaso_sesev] Ji xweşiya xwarinê gotinên xweş tên bîra mirov. [7891 qaso_sesev] Xweş bixwe ku gotinên te jî xweş bin. [7892 qaso_sesev] Ma ne te digot ku mirovê birçî bêhnteng dibe û hertiştî li binguhê hev dixe. [7893 qaso_sesev] Ev şîretên te bûn. [7894 qaso_sesev] De îcar têr bixwe ku tu me li binguhê hev nexînî...« [7895 qaso_sesev] Civat hemû bi gotinên wê dikeniya. [7896 qaso_sesev] Ew hîn wilo dipeyivî, Temo xwarin li ber bavê xwe danî. [7897 qaso_sesev] Heso bêî ku civatê dawetî ser xwarinê bike, rahişt perçekî goşt, cûmek jê kir û bi xar avêt devê xwe. [7898 qaso_sesev] Sarê goşt li ser agirê hejikan biraştibû. [7899 qaso_sesev] Goşt hişk û kizîrî çêbûbû. [7900 qaso_sesev] Ji bo ku goşt ji kizîrê bike di rûn de sor kiribû. [7901 qaso_sesev] Heso bi lezet dixwar. [7902 qaso_sesev] Li gor Mîrzoyê mitirb, Sarê şahê civatê bû. [7903 qaso_sesev] Bi qerf û henek û mêraniya xwe civat dihejand. [7904 qaso_sesev] Merd bû. [7905 qaso_sesev] Xêrxwaz û dilbirehm bû. [7906 qaso_sesev] Û eger jinek geryayî ba, belkî bi qasî cesareta xwe ewqasî jî zana ba. [7907 qaso_sesev] Dengê Meyro ji aliyê malê hat: [7908 qaso_sesev] »Temo çayê hazir e were bibe!« [7909 qaso_sesev] Çayê di ber lîstika qumara bi qeremaçan re xweş diçû. [7910 qaso_sesev] Di ber wensa fesadiyê re hîn xweştir diçû. [7911 qaso_sesev] Te digot qey heryek ji van gundiyan ji bo ku li ê din siwarê hatiye dinyayê. [7912 qaso_sesev] Heso di derbarê rewşa xwe a qereqolê de, hîn tiştek ji wan re ne gotibû. [7913 qaso_sesev] Lêbelê wan, xwe bi xwe erd dikirin beyar, şûv, pirêze û gîsîn li ser gîsin lê dixistin. [7914 qaso_sesev] Di guhê hev de dikirin piste pist. [7915 qaso_sesev] »Ez dibêjim ku apê Heso Circîs rezîl kiriye, tu çi dibêjî?« [7916 qaso_sesev] »Na Şêxo, ez bawer nakim. [7917 qaso_sesev] Bêhna wî teng e. [7918 qaso_sesev] Eger çiqek di Circîs de kiribûya, wê ji zû de ji me re gotiba...« [7919 qaso_sesev] »Zibêr, bi rastî jî tu Ebû Sufyan î. [7920 qaso_sesev] Ev gotina te tam ket serê min.« [7921 qaso_sesev] »Min Hemo tu carî bi du cot gore, heta bi cotek gore ne dîtiye. [7922 qaso_sesev] Kenêr tu ji vê re çi dibêjî?« [7923 qaso_sesev] »Mahmût, ez dibêjim ku lingên wî di felaqê de nepixandine.« [7924 qaso_sesev] »Baş e, ez ê tiştekî din jî ji te bipirsim. [7925 qaso_sesev] Ma wê dîsa şer derkeve?« [7926 qaso_sesev] »Ji niha û hema çend seetên din. [7927 qaso_sesev] Lê ihtimaleke pir piçûk heye, dibe ku şerê îro serguherî sibehê jî bibe yanî. [7928 qaso_sesev] Ax Sarê ax! [7929 qaso_sesev] Hema here malê rahije çifta xwe û bisekine.« [7930 qaso_sesev] Piştî ku Kenêr wilo got, bêhnikekê li Heso nerî. [7931 qaso_sesev] Dûv re çavên xwe li ser civatê gerandin, serê xwe xist ber xwe û di aqilê insên de fikirî: [7932 qaso_sesev] »Bêguman di qumarê de mirov her tim qezenc nake. [7933 qaso_sesev] Heta mirov ji qezencê bêtir, winda dike. [7934 qaso_sesev] Gelo mirovê qumarbaz berî ku diket qumarê, bifikiriya ku ji sedî sed wê di vê lîstikê de winda bikira, wê vî mirovî bi qumarê bilîsta? [7935 qaso_sesev] Gava bilîze kêmaqil e. [7936 qaso_sesev] Lêbelê berberiya Heso û Circîs û a ku insên bi hev re dikir, ne wek qumarê ye jî, bêqezenc e. [7937 qaso_sesev] Heso bi vê berberiyê çi qezenç dike? [7938 qaso_sesev] Hîç. [7939 qaso_sesev] Circîs çi qezenc dike? [7940 qaso_sesev] Ne tu tiştî. [7941 qaso_sesev] Mala xwe şewitandine ewqas. [7942 qaso_sesev] Insan bi berberiyê çi qezenc dike? [7943 qaso_sesev] Kesek li xêrê tiştekî qezenc nake. [7944 qaso_sesev] Ji dêvla ku ewqasî qeweta xwe di malxerabkirina hev de bi kar tînîn, bila vê qewetê di hedayetkirinê de bi kar bînin. [7945 qaso_sesev] Xurt, dikarin vê yekê pêk bînin. [7946 qaso_sesev] Insan çi ehmeq e. [7947 qaso_sesev] Heso gundiyekî nezan e, lê ev ên xwedî dewlet ku êgir li ser serê dinyayê dibarînin, çiqasî bi aqil û tê gihiştîne gelo? [7948 qaso_sesev] Hertişt li ber çavên Heso pêdikeve û vedimire, dibîne bê çi diqewime. [7949 qaso_sesev] Û dîsa jî di xwe de guhertinê nake. [7950 qaso_sesev] Ba xuya nake, lê mirov hîs dike. [7951 qaso_sesev] Îcar mirin ne wek bê ye ku bi haweyê hîskirinê mirov tê bigihê û hebûna wê qebûl bike. [7952 qaso_sesev] Ew tiştekî wilo ye ku heta bi zarokan jî dibînin û jê fêm dikin bê çi ye. [7953 qaso_sesev] Heso digel ku tu qezencê di berberiya gund de nabîne, dîsa jî berberiyê dike. [7954 qaso_sesev] Heso bêaqil e. [7955 qaso_sesev] Lê çima ji ew ên ku bi bombeyekê re sed, du sed hezar insanî di hindurê çend saniyan de dikin qirik, bêaqilên herî mezin nayê gotin? [7956 qaso_sesev] Ma ne ew ê jî bimirana, mirin hebû, dibînin û dîsa jî zilma xwe didomînin. [7957 qaso_sesev] Yanî dibînin ku piştî demekê wê ew kelaxê wan ê nazik û kubar bibe zibil û dîsa jî hev dixwin! [7958 qaso_sesev] Insan bûye insan gelo? [7959 qaso_sesev] Ez bi xwe ne bûme insan. [7960 qaso_sesev] Îcar eger bi rastî Xwedê ev insan çêkiribe, Xwedê doza çi li insên dike? [7961 qaso_sesev] Tiştek ji mirinê pîstir û ji heyatê xweştir tune ye. [7962 qaso_sesev] Mirin qebheta herî mezin e ji bo insên! [7963 qaso_sesev] Xwedê dikarîbû dinya bi qasî kayinatê mezin çêkiriba. [7964 qaso_sesev] Wî çaxî jî bi qaterilyonan insan çêbûba wê dinyayê têra wan bikira. [7965 qaso_sesev] Henekpêkirinek di vir de heye û ji vê henekpêkirinê hin zewqê distînin. [7966 qaso_sesev] Ez jî divê ku henekê xwe bi van insanan bikim û zewqê ji pevçûna wan bistînim...« [7967 qaso_sesev] Sadiq peyivî: [7968 qaso_sesev] »Lawo Miho eger bira tu Tecal bî, de ka hema niha tecaliya xwe şanî min bide. [7969 qaso_sesev] Wê Hûto kengî ji ber dewaran bê gund?« [7970 qaso_sesev] »Sadiq tiştê zor ji min bipirse, ma kî vê yekê nizane. [7971 qaso_sesev] Hûto wê bi êvarkî re bê.« [7972 qaso_sesev] »Hûto hatiye malê û Hitê şandiye ber dewaran. [7973 qaso_sesev] Îcar ji bo çi hatiye?« [7974 qaso_sesev] »Qey bêriya kûçikan kiriye.« [7975 qaso_sesev] »Na. [7976 qaso_sesev] Bêhna goşt kiriye. [7977 qaso_sesev] Wî dît ku Apê Heso hat malê. [7978 qaso_sesev] Û dizane ku wê pîra Sarê goşt li ber deyne...« [7979 qaso_sesev] »Casim tu dibê qey apê Heso û Circîs bi dizî li hev hatine kuro; bi lezet xwarinê dixwe û car caran jî dikene.« [7980 qaso_sesev] »Qaso ez jî wek te difikirim. [7981 qaso_sesev] Ev çar seet in ku em rûniştîne û ji aliyê Circîs de gotinek bê çi ye, ji devê wî dernakeve!« [7982 qaso_sesev] Luqmên bi dengekî bilind: [7983 qaso_sesev] »Yabo, de ka bibêje bê tu ê çi bibêjî. [7984 qaso_sesev] Wilehî te cemaet avis kir, bavo!« [7985 qaso_sesev] Devê derî hat girtin, nîvê odê reş bû. [7986 qaso_sesev] Ev dêwê ha Hûto bû. [7987 qaso_sesev] »Te çi kir ji dewaran, karê te li vir çi ye lawê berêz!« [7988 qaso_sesev] »Xalê Heso, ez bi mahna ku xêrhatinê di te bidim hatim. [7989 qaso_sesev] Hitê li ber dewaran e« got û li nav şekalan rûnişt. [7990 qaso_sesev] »Bila wek te be. [7991 qaso_sesev] Ma Luqman efendî tu û civata xwe dixwaze ez ji we re çi bibêjim? [7992 qaso_sesev] Em li qereqolê bi Circîs re dergûşkî jî ne ketin. [7993 qaso_sesev] Mêrik em xistin û li ser zikê me siwar hat...« [7994 qaso_sesev] Ev hîn wilo diaxivî Zibêr rabû ser kaban: [7995 qaso_sesev] »Min çiqasî got, kesî li min guhdar ne kir; kesî tiştek ji min fêm ne kir. [7996 qaso_sesev] Eger bi a min bûba em ê berî Circîs li qereqolê bana û ...« [7997 qaso_sesev] »Kuro tu fîlozofekî yûnanî ye, tu ne ê vî zemanî yî, ji ber vê yekê kesek tiştekî ji te fêm nake. [7998 qaso_sesev] Gerek piştî pênc sed salên din tu bihata dinyayê. [7999 qaso_sesev] Aqilê te pola dibire û ê me jî nikare qûşa kerê bibire.« [8000 qaso_sesev] Civatê gotineke wilo nuh dibihîst. [8001 qaso_sesev] Heso gava ku hînî gotinên wilo xerîb dibû, bi haweyê ku xwe zana şanî hevalbendên xwe bide, di civatê de digot. [8002 qaso_sesev] Ev yeka ha ji xwe re kiribû tebîhet. [8003 qaso_sesev] Carekê dîsa wilo li ba komutanê hidûd peyveke wek eva niha dike. [8004 qaso_sesev] Komutan jî jê re dibêje »Întel Heso« Heso jî vê gotinê li himber Kenêr bi kar tîne. [8005 qaso_sesev] Lê Kenêr jî bêî ku civat tê bigihê, bi haweyekî kubar erza wî dişikîne. [8006 qaso_sesev] Heso Li ber xwe ketibû û ev tişt terikandibû. [8007 qaso_sesev] Zibêr bêdeng lê nerî. [8008 qaso_sesev] Sadiq keniya. [8009 qaso_sesev] Miho şaşomaşî bû. [8010 qaso_sesev] Xwêzî di ber Qaso û Casim de ma. [8011 qaso_sesev] Kenêr tevxircilî û devê xwe dagirt. [8012 qaso_sesev] Lê Sarê berî wî rahişt bêr: [8013 qaso_sesev] »Kalo ez dibînim ku ji doh vir de, tu hînî gelek tiştan bûyî haa. [8014 qaso_sesev] Li min qirikê îcar ev fîlozof çi ye!« Mahdê xwe tirş kir û di nava xwe de keniya. [8015 qaso_sesev] Civat jî hemû keniya. [8016 qaso_sesev] »Erê lê, ji pêxemberê kafiran re fîlozof tê gotin. [8017 qaso_sesev] Û Zibêr jî pêxemberekî kafirî ye. [8018 qaso_sesev] Ma ne wilo ye?« [8019 qaso_sesev] Kenêr: [8020 qaso_sesev] »Apê Heso helbet niha şeytanê wî pêxemberî jî hebû ma ne ji xwe. [8021 qaso_sesev] Gelo şeytanê wî ne Sikenderê Zilqerneyn be?« û kemlan sekinî. [8022 qaso_sesev] Civat di destê Kenêr de wek hevîr bû; çawa dixwest wilo şikil didayê. [8023 qaso_sesev] Gava ku canê wî dixwest, di cih de bala hemiyan dikişand ser xwe. [8024 qaso_sesev] Xwedî heq neheq û neheq jî xwedî heq derdixist. [8025 qaso_sesev] Ji ber ku li vî gundî cîran bû, zêde ne diajot ser xwedîcihan. [8026 qaso_sesev] Heso hoxeke erd dabûyê. [8027 qaso_sesev] Wekî din jî çend heywanên wî hebûn. [8028 qaso_sesev] Heso veciniqî. [8029 qaso_sesev] Li himber koma xwe ket rewşeke xerab. [8030 qaso_sesev] Kenêr ew fêm kir. [8031 qaso_sesev] Bi haweyê ku wî xelas bike û jê re bibêje, careke din quretiyên ku tu xwe pê piçûk bixîne neke û di vê navê re jî heyfa Xelef ji Zibêr hilîne, axivî: [8032 qaso_sesev] »Apê Heso rast dibêje, dema ku li Erebistanê pêxember çêdibûn li Yûnanê jî alimên mezin derdiketin. [8033 qaso_sesev] Ji wan aliman re fîlozof dihat gotin û xelkê jî ew wek pêxember ji xwe re qebûl dikirin. [8034 qaso_sesev] Fîlozofên wan ji xwe hez dikirin û wek parsekan goşt û brinc ne di bêrîka qapût û paşila xwe de, di sêniyê de dixwarin.« [8035 qaso_sesev] Xwîn li Zibêr vemirî. [8036 qaso_sesev] Goşt û birinca ku du roj berê dizîbû hat bîra wî. [8037 qaso_sesev] Pala xwe da dîwêr û çavên xwe kutkutandin. [8038 qaso_sesev] Dixwest civatê biterikîne. [8039 qaso_sesev] Kenêr ajot ser: [8040 qaso_sesev] »Fîlozofan goştê pez ne dixwarin, masî dixwarin. [8041 qaso_sesev] Birinca xîç ji xwe hîç ne dixwarin. [8042 qaso_sesev] Dilbirehm bûn. [8043 qaso_sesev] Ne wek min û Zibêr fesad bûn...« [8044 qaso_sesev] »Eferim Kenêr, ez çavê te bixwim, ha wilo! [8045 qaso_sesev] Birayê min, wextê derewan û fesadiyê derbas bûye...« Sarê destê xwe bi teqil dihejand û digot. [8046 qaso_sesev] Kenêr guh lê ne kir. [8047 qaso_sesev] Ji bilî sê xortên ku di qorziya derî de li ser pêyan sekinîbûn û li ser kaban dipeyivîn, çavên herkesî li ser wî bû. [8048 qaso_sesev] Hûto jî car carê bi ê tenişt xwe re diniqirand. [8049 qaso_sesev] Miheqeq ew niqirandina wî jî wê li ser pariyê goştê ku di sêniya Heso de mabû... [8050 qaso_sesev] »Zibêr fîlozofekî wilo ye nizane ku ji birincê kaxet çêdibe...« [8051 qaso_sesev] Zibêr li ser çarlepikan meşiya û bi herdu destên wî girt: [8052 qaso_sesev] »Kenêr, ez di bextê te û bavê te de bes e! [8053 qaso_sesev] Ez dizanim ku tu li ser Xelef ji min zivêr bûyî. [8054 qaso_sesev] Lê me tiştekî ewqasî xerab jê re ne gotibû...« [8055 qaso_sesev] Hemo: [8056 qaso_sesev] »Temam temam Zibêr, ew mesele qediyaye. [8057 qaso_sesev] Bila dirî ne xwaribana. [8058 qaso_sesev] Zarok jî wek wî nakin...« [8059 qaso_sesev] Kenêr sekinî. [8060 qaso_sesev] Selîm çixare avêt ber. [8061 qaso_sesev] Rahiştê, piştî ku serikê wê di nenûka tilaya xwe a girdikê de tiktikand, pêxist. [8062 qaso_sesev] Sarê jî bi dilovanî lê temaşe dikir. [8063 qaso_sesev] Nizanîbû ku di dilê vî fesadî de çi zîhayên maran raketî ne; li bendî wê ye ku ji odê derkeve û ew jî zîhayên xwe berde wê navê. [8064 qaso_sesev] Di bin sefirna axo de, xortan bi xar û pereyan dilîstin. [8065 qaso_sesev] Komeke xortên din jî li bendî ku ev lîstika xwe biqedînin û ew jî bi qotikê bilîzin, bêsebir li ser pêyan sekinîbûn û dikirin pite pit. [8066 qaso_sesev] Şewqedîn bi xaran xweş dizanîbû bilîsta. [8067 qaso_sesev] Lê ne bi qasî Hûto, Sadiq û Zibêr. [8068 qaso_sesev] Bi giştî qana pêşî a wî dibû, bi wî lîstik radibû. [8069 qaso_sesev] Gindorkî xar bi kar ne dianî, her tim bi şel lê dixist. [8070 qaso_sesev] Yek jê fenek bû. [8071 qaso_sesev] Gava pişta wan diket wî, xara xwe nêzîk digindirand. [8072 qaso_sesev] Lê hemiyan jî ew nas dikir bê çi mal bû. [8073 qaso_sesev] Her roj dilîst û dîsa jî hînî lîstikê ne dibû. [8074 qaso_sesev] Di lîstika kaban de jêhatî bû. [8075 qaso_sesev] Fen jî ne dikirin. [8076 qaso_sesev] Pere rib rib çikilandibûn. [8077 qaso_sesev] Pirê riban zer bûn. [8078 qaso_sesev] Binê sefirnê hinekî tirmalî bû; bi tenê riba dawî diket tirmêl. [8079 qaso_sesev] Mirîşkan carina li nav lîstika wan dixist, hertişt tev li hev dibû. [8080 qaso_sesev] Di van kêlîkan de moralê wan xerab dibû û bi hêrs êrîşî ser mirîşkê dikirin. [8081 qaso_sesev] Di lîstikên xar û pere û kaban de, pişta gelek mirîşkan hatibû şikenandin. [8082 qaso_sesev] Du xortan ji du milan ve çayê digerandin. [8083 qaso_sesev] Ji bilî qedeha Heso ên din hemû jî wek ên qahwexana Ebû Kermoyê mêrdînî, piçûk bûn. [8084 qaso_sesev] Tepsiya qedahan yek jê legan bû. [8085 qaso_sesev] Çaygerê ku bi legan lawê Selîm, li ba Bedirxan awiqî. [8086 qaso_sesev] Bedirxan çavê xwe li qedaha herî tarî digerand, lê Meyro jî hemû bi qiyas û tenik dagirtibûn. [8087 qaso_sesev] Bi qahr rahişt qedehekê, dilopek çayê bi ser çîmê wî de niqutî. [8088 qaso_sesev] Çeng bû, qedeha di dest de bi ser sêngê de hat xwar tam çeng bû û hertişt qewimî. [8089 qaso_sesev] Deh, panzdeh qedehên ku di leganê de bûn bi ser wî, Miho û Nûrî de belav bûn. [8090 qaso_sesev] Heso bi ax û wax: [8091 qaso_sesev] »Qedeh bûn, we ew jî şikenandin. [8092 qaso_sesev] Min ew qedeh ji Mêrdînê bi qiyameteke pere kirîbûn. [8093 qaso_sesev] Bê çi qedehên delal bûn. [8094 qaso_sesev] Çiftî ji ber we tê çiftî! [8095 qaso_sesev] Erê ma wê çima neşikînin yabo, ne ji bêrîka wan derdikeve... « [8096 qaso_sesev] Sarê: [8097 qaso_sesev] »Bi cehnema qedehan kirî! [8098 qaso_sesev] Laşê wan şewitiye û tu jî bi dû pereyên qedehên xwe ketiye...« [8099 qaso_sesev] Zibêr di ber xwe de got: [8100 qaso_sesev] »Pêşiyên me bi derewan ne gotine, ‘hin li mirinê û hin jî li kirinê ne’, hema şikestin wê çi bibe qey! [8101 qaso_sesev] « Lê hema hema hemiyan dengê wî bihîst. [8102 qaso_sesev] Heso birûhên xwe hildan û awir tê firandin. [8103 qaso_sesev] Zibêr xwe li ber ne girt, berê xwe jê guhert û pişta situyê xwe xurand. [8104 qaso_sesev] »Gotinên te ê pişiyan carina wek nanê garisî ne, hevdu nagirin...« [8105 qaso_sesev] Sê xortên ku di devê derî de sekinîbûn, mîna ku wê bi kaban bilîztana keniyan û ji odê derketin. [8106 qaso_sesev] Bi çûna wan hindur hinekî din rohnî bû. [8107 qaso_sesev] Hûto ji berî niha vekirîtir xuya kir. [8108 qaso_sesev] Bêhna mîza serşokê û şekalên wan hîç tesîr li kesî ne dikir. [8109 qaso_sesev] Sobe ji êzingan dagirtî bû, guvguva agirê sobê bû. [8110 qaso_sesev] Civata wan a niha ne mîna a wê şevê bi hingame bû. [8111 qaso_sesev] Herkesî dixwest ku Heso û Hemo bipeyivin. [8112 qaso_sesev] Bi mereq li devê herduyan temaşe dikirin. [8113 qaso_sesev] »Dema ku me li vê derê li ser gilî û negilîkirinê qirika hev diqelaşt, Circîs gihabû qereqolê û kar qedandibû jî. [8114 qaso_sesev] Lê dîsa jî pir baş bû ku em jî çûn. [8115 qaso_sesev] Eger em ne çûbana nig wî teresî, wê cendermên wî ji doh de li vir bana û wê em hemû garankî heta bi Sitilîlê bidana ber xwe. [8116 qaso_sesev] Çawîş ji me û wî destê wî girt. [8117 qaso_sesev] Tew bi ser halan de hindik mabû ku me bişîne mehkema Nisêbînê û dûv re jî hepsê...« [8118 qaso_sesev] Kenêr got: [8119 qaso_sesev] »Apê Heso ev ne bû, hizira me ji qebheta me mezintir bû. [8120 qaso_sesev] Îcar gava ku hizir ji qebhetê mezintir bû, wî çaxî jî berî we divê ku ez ji vî gundî bar bikim« û rabû ser xwe ku here. [8121 qaso_sesev] Dualî lê xist. [8122 qaso_sesev] Tahn da Heso. [8123 qaso_sesev] Bi rabûna xwe re jî xwst ku wî piçûk bixîne. [8124 qaso_sesev] Lê Heso jî ne hindik bû. [8125 qaso_sesev] Piştî ku jê re got »Li cihê xwe rûne!« û ew jî rûnişt, dest pê kir: [8126 qaso_sesev] »Circîs ne ji me camêrtir û ne jî mêrxastir e. [8127 qaso_sesev] Em dikarin devê wî û sed bavê wî biçirînin. [8128 qaso_sesev] Lê lawo me hîç ne xwest û em naxwazin ku mesele bigihê wê derê. [8129 qaso_sesev] Kûçik hestiyan dixwe, hesabê qûna xwe dike. [8130 qaso_sesev] Ew kûçik e wilo difikire û em insan in!.. Eger min bizanîbûya wê bi kuştina wî gund xweş bûba, min ê ew bikuşta û ez ê di hepsê de raketama. [8131 qaso_sesev] Lê êz ê kê bikujim û kê nekujim; her lawekî wî bi xwe Circîsek e! [8132 qaso_sesev] Em êlek hene, bi kuştina çend kesan ji wan em ê vê êlê di nav lingên teresan de bihelikînin. [8133 qaso_sesev] Erê ew bêşeref çima wek min nafikire û dev ji gilî û milî bernade! [8134 qaso_sesev] Em ê bi hev re berberiyê bikin ser çavan, lê em ê li hev gilî nekin...« [8135 qaso_sesev] Sarê ji kêfa re hindik mabû bifire. [8136 qaso_sesev] Di dawiyê de xwe ne girt, li ser doşeka wî rûnişt û destê xwe li kaba wî xist: [8137 qaso_sesev] »Eferim bavê Temo û Bedirxan! [8138 qaso_sesev] Kuro bi rastî ji doh û vir ve tu gelekî bi aqil bûyî, tu min ditirsînî Heso. [8139 qaso_sesev] Ev ne be ku mirina te nêzîk bûbe! [8140 qaso_sesev] Tu wek wan ên ku li ber mirinê ne, gotinên xweş û maqûl dikî...« [8141 qaso_sesev] Lepta Sarê ûjdanê Kenêr ne rehet kir. [8142 qaso_sesev] Çîmên xwe ber bi zikê xwe de kişandin, herdu destên xwe danîn ser kabokan, ziq li wê û Heso nerî û di şexsiyeta wê de êrîşî ûjdanê zilêm kir: [8143 qaso_sesev] »Sarê pîrek e. [8144 qaso_sesev] Û ev pîrek bi her haweyê xwe ji me û bavê me çêtir e. [8145 qaso_sesev] Sarê mê ye. [8146 qaso_sesev] Yanî dê, xweh, keç, xaltîk û metik e. [8147 qaso_sesev] Ji dê şêrîntir çi heye gelo? [8148 qaso_sesev] Ji qîza mirov çi xweşiktir heye? [8149 qaso_sesev] Û ya xweha mirov? [8150 qaso_sesev] Baş e, îcar ew çi ûjdan bû ku rê ne dida pîrekê û ne dihişt ku pîrek beşdarî nav kar û barê civakê bûba! [8151 qaso_sesev] Wî xwedayê wan çima ew zilm qebûl dikir? [8152 qaso_sesev] Sarê mê û Heso jî nêr e. [8153 qaso_sesev] Yanî çi! [8154 qaso_sesev] Lê Heso jî dikarîbû mê bihata vê dinyayê. [8155 qaso_sesev] Pêxember dikarîbûn mê çêbûbana. [8156 qaso_sesev] Îcar mêçêbûn çima sûc bû qey? [8157 qaso_sesev] Lê wê nebana pêxember ew tiştekî din e. [8158 qaso_sesev] Aha tam di vir de, bi nêrbûyina xwe qada pêxemberiyê bi dest dixînîn û hîç jî fikir ne kirin, ne dixwestin bifikirin, ku mê çêbûbana wê ew meqamê bilind bi dest ne xistibana. [8159 qaso_sesev] Çima saniyekê mê ne dihizirîn? [8160 qaso_sesev] Insan çi ye? [8161 qaso_sesev] Nêr çi ye bibêje? [8162 qaso_sesev] Mê jî dikarîbû wilo bûba. [8163 qaso_sesev] Mê bi nêr û nêr jî bi mê hebû qaşo. [8164 qaso_sesev] Ji bo insên nahmeta herî mezin ew kêlîk bûn. [8165 qaso_sesev] Xwîn di xwînê de wek pêlên behrê radibû û di dawiyê de jî sirûşt xelat dibû. [8166 qaso_sesev] Yek diteqîne yek jî digire. [8167 qaso_sesev] Eger mezinahî di teqîn û girtinê de be, girtin mezintir e ezbenî. [8168 qaso_sesev] Bi rastî ez jî carina çi ehmeq dibim. [8169 qaso_sesev] Min çi jê ye! [8170 qaso_sesev] Ma tu ji Xwedê û pêxemberan mezintirî ku tu jî pê li Sarê û cinsê wê nakî, hi!« û çeng bû. [8171 qaso_sesev] Lêbelê kesî ferq ne kir. [8172 qaso_sesev] Bedirxan got: »Yabo, ev ji me re ne kêmanî ye ku tu wilo dipeyivî, ev tu li ser hişê xwe yî? [8173 qaso_sesev] Eger Circîs van gotinên te bibihîze, wê esker her roj di ser zikê me xe...« [8174 qaso_sesev] »Kûçik lawê kûçik, tu çawa dikarî wilo ji bavê xwe re bibêjî! [8175 qaso_sesev] Ev kengî wilo tu ji bavê xwe fêhmantir bûyî! [8176 qaso_sesev] Fesad lawê fesadan, de here tivingê di serê xwe de berde ku em bi wî termê te ê pîs hemiyan têxin hepsan û malê wan ji xwe re talan bikin! [8177 qaso_sesev] Hûn ê bikujin, ji xwe re di hepsan de rûnin û em ê jî di nav lingan de biperçiqin, ha! [8178 qaso_sesev] Em qebûl nakin! [8179 qaso_sesev] Di wê kuştina we de, xelk hatin ser cihê diya te bênamûs!« [8180 qaso_sesev] Bedirxan serê xwe berda ber xwe û di bin çavan re li Selîm nerî. [8181 qaso_sesev] Luqman, Selîm, Temo, Hemo û Zibêr bi hev re peyivîn. [8182 qaso_sesev] Lê dengê Luqmên ê qalind dengê wan fetisand û wî domand: [8183 qaso_sesev] »Circîs wek mirîşkê ye, tu ji mirîşkê re çiqasî dibêjî ‘kişe mîratmayê’, dîsa jî fêde nake. [8184 qaso_sesev] Ew wek xwe dike. [8185 qaso_sesev] Ma me gilî lê kiribû ku çû ba çawîş diya min ê, hi?..« [8186 qaso_sesev] Hemo xwe di ber re rakir, wî jî rê dayê. [8187 qaso_sesev] Dizanîbû ku wê ji wî hîn xweştir bibêje. [8188 qaso_sesev] »Circîs yek ji me birîndar kir, heydê em ê bibêjin şer bû xem nake; lê ma li qereqolê jî şer bû ku bi cendirman ez kirim felaqê û binê lingên min hemû teqandin! [8189 qaso_sesev] Circîs xwe ji ser me venakişîne heta ku em jî xwe ji ser wî vekişînin...« [8190 qaso_sesev] Selîm bi xirecirê gotin ji dest wî girt: [8191 qaso_sesev] »Axe ketin nav me, em bi wan re li hev hatin. [8192 qaso_sesev] Circîs ev lihevhatin di deh rojan de têk bir. [8193 qaso_sesev] Şêx ketin nav me, em dîsa pê re li hev hatin. [8194 qaso_sesev] Lê mêrik jî di bîst rojan de li me qulipî. [8195 qaso_sesev] Seyid ketin navbera me, em pê re rûniştin. [8196 qaso_sesev] Lê wî çikir, seyid hîn ne gihabûn Zêwikê, bizina xwe berda nav nîskên me û dijminaya xwe dîsa serast kir. [8197 qaso_sesev] Em li ser destê melê li hev hatin. [8198 qaso_sesev] Îcar hîn du rojên me ne qediya bûn, bi golik êrîşî ser me kir. [8199 qaso_sesev] Ma mirov golik berdide nav genimê şîn, hûn bi qedirê Xwedê kin, hi!..« [8200 qaso_sesev] Heso guhdar dikir û Sarê jî di nav re yekliban siqêf bi wan re dikir. [8201 qaso_sesev] Sadiq rabû, keniya û bi haweyekî devliken peyivî: [8202 qaso_sesev] »Selîm, te pevçûna zarokan ne got, şerê li ser elokê te ji bîra kir; di wî şerî de Nûrî ji mirinê filitîbû, ma qey nayê bîra te? [8203 qaso_sesev] Me li ser dora avê sê seetan li hev xistibû û di wî şerî de serê te şikestibû. [8204 qaso_sesev] Ma ez hîn jî bibêjim?« [8205 qaso_sesev] »Oh Sadiq tu jî lo, a te jî hema henekpêkirine.« [8206 qaso_sesev] »Çima henekpêkirine bavê min? [8207 qaso_sesev] ku ne wilo be, bibêje ne wilo ye...« [8208 qaso_sesev] Zibêr xwe reş û şîn kir. [8209 qaso_sesev] Dixwest ku mijara li ser dipeyivîn ji cidiyeta xwe nekeve. [8210 qaso_sesev] »Pêşiyên me bi derewan ne gotine ‘Tebhê şîrî heta bi pîrî’; ew fesad çêbûye û heta ku ew hebe wê wilo fesad jî bimîne. [8211 qaso_sesev] Ew ji bav û kalan de dijminê malbata me bûye û heta ku zuryeta wî hebe jî, wê vê dijminayê bidomînin. [8212 qaso_sesev] Wî xwîna me rijandiye û qesasê serê me ye...« [8213 qaso_sesev] Niyeta wî û sekinê hîç tune bû. [8214 qaso_sesev] Eger Seyidxanê cîran xwe neavêta wê navê, ew ê hîn gelek tiştên din bigotana. [8215 qaso_sesev] »Zibêr tu bi haweyê mîna ku me hemiyan cilika bênamûsiyê kişandiye serê xwe, dipeyivî. [8216 qaso_sesev] Dijminê me mirovin çawa ne, em bi hemî dizanin, hinekî bêhna xwe fireh bike ezbenî...« [8217 qaso_sesev] Hûto serê xwe berdabû ber xwe, kûr difikirî û hûr didirût. [8218 qaso_sesev] Kenêr: [8219 qaso_sesev] »Tu çi difikirî Hûto?« [8220 qaso_sesev] Hûto li Sêdiq nerî. [8221 qaso_sesev] »Tu çima li min dinere, li xalê xwe Şeytan binere. [8222 qaso_sesev] De ka bibêje, xalê te Şeytan mereq dike. [8223 qaso_sesev] De bibêje bê tu çi difikirî? [8224 qaso_sesev] Destê xalê te dirêj e, digihên heta bi çiyayê Qahf.« [8225 qaso_sesev] Hûto berê xwe tam da Sêdiq û bi Kenêr re peyivî: [8226 qaso_sesev] »Xalo, ez di insanên berî hezar milyon salî de difikirîm.« [8227 qaso_sesev] »Eeehew, ez ev zir şeytan nikarim ewqasî bifikirim malneketiyo! [8228 qaso_sesev] Qey çavê te lêye tu meqamê min ji min bîstînî, hi?« [8229 qaso_sesev] »Haşa xalê min ê Şeytan, ez kî me ku şûna te bigirim. [8230 qaso_sesev] Yekî wek xalê min ê Heso û apê Circîs nikarin şûna te bigirin, îcar ez ev rebenê ha ez ê çawa bikaribim! [8231 qaso_sesev] Erê xalo, dilê min bi wan insanan dişewite.« [8232 qaso_sesev] Hûto gotina »apo»wek heqaret didît. [8233 qaso_sesev] Heqaret li Circîs dikir. [8234 qaso_sesev] »Çima?« [8235 qaso_sesev] »Ma çi ne çima, di vê dema me de hezar şiklê xwarinê hene, wan ev xwarina wilo milyonşiklî nexwar û hemû mirin, howeh kuro!« û li Heso nerî. [8236 qaso_sesev] Civat bi ken li piştê sekinî. [8237 qaso_sesev] Heso ne dikeniya. [8238 qaso_sesev] »Lawo Temo wê sêniyê ji tenişta wî rake. [8239 qaso_sesev] Di sêniyê de goşt dibîne û tiştên xerab tên bîra wî, Xwedê me jê bisitirîne haho ev çi teba ye!..« [8240 qaso_sesev] Sarê rahişt sêniyê û li ber danî. [8241 qaso_sesev] Çênîkek goşt tê mabû. [8242 qaso_sesev] Heso nan ne şikenandibû. [8243 qaso_sesev] Hûto ew piçika goşt xist nav nên û kişiya ser. [8244 qaso_sesev] »Meyro Meyro, qîza min goştê ku min ji Temo re biraştibû û du nanan zû werîne odê...« [8245 qaso_sesev] Ji bin sefirna axo bi haweyê ku xortan êrîşî hev kirin, dengê qelebalixê hat û di cih de jî sekinî. [8246 qaso_sesev] Xuya bû wan ên ku bi xar û pereyan dilîstin, cih ji ên ku wê bi kaban bilîstana re berdabûn. [8247 qaso_sesev] Li tara jêr kûçik berdidan hev. [8248 qaso_sesev] Xort, zarok û zilam derketibûn temaşê. [8249 qaso_sesev] Keft û lept û dengê qîre qîr û qîje qîja wan, sohbetên ereban di bîra mirov de dianîn. [8250 qaso_sesev] Sê kûçik berdabûn kûçikekî. [8251 qaso_sesev] Herçar jî di xwînê de bûbûn kulîlk. [8252 qaso_sesev] Ji hersê kûçikên hevgirt, yek jê ji lingekî xwe î paşî dikuliya. [8253 qaso_sesev] Xwe nikarîbû bida ser lingê xwe. [8254 qaso_sesev] Mirov dizanîbû ku dev lingê wî bûye. [8255 qaso_sesev] Devlêkirina lingan pîs bû, zû rehet ne dibû, carina jî hîç rehet ne dibû, seqet dima. [8256 qaso_sesev] Ji ber vê yekê jî xwediyê wî ew dikuşt. [8257 qaso_sesev] Simo: [8258 qaso_sesev] »Apo, em nikarin vê bênamûsiya ji sê rojan û vir ve daqurtînin. [8259 qaso_sesev] Circîs sê, çar derb pev re li me xistine. [8260 qaso_sesev] Wî a xwe ne carekê, pêncî carî, heta belkî sed carî di me de kir! [8261 qaso_sesev] Û tu hîn jî dixwazî ber bigirî; xwîn di birînan de nema disekine...« [8262 qaso_sesev] »Êh, bê çi xweşik e lawê tirê. [8263 qaso_sesev] Yanî tu dibêjî em ji hev re derkevin ha? [8264 qaso_sesev] Bêhna xwe fireh bike, wê ew jî bibe.« [8265 qaso_sesev] »Mêrik li me teng dike, apo.« [8266 qaso_sesev] »Rast e, mêrik li me teng dike. [8267 qaso_sesev] Di berberiyê de gava aliyekî karê xwe ji alî eskeran ve saxlem kir, dibe ku wî çaxî rev jî bi dest mirov nekeve. [8268 qaso_sesev] Ev pêleyeke ku Circîs daye dû vê yekê...« [8269 qaso_sesev] Kenêr bi lez destê xwe hilda: [8270 qaso_sesev] »Aha apê Heso, tam di vir de ez ê tiştekî bibêjim!« Wî rê dayê. [8271 qaso_sesev] »Îcar şîrê di mexmelê de, heyvankirî be ne heyvankirî be, ku te kil kir, wê qeymax negire.« [8272 qaso_sesev] Heso tam fêm kir. [8273 qaso_sesev] Gotina wî bi Sarê ne xweş hat, lê fêm jî ne kir. [8274 qaso_sesev] Bêhna xwe teng kir û rabû ser xwe: [8275 qaso_sesev] »Kesî ji bo Xwedê li vî gundî nemaye. [8276 qaso_sesev] Herkes bûye korfesend û li xerabkirina mala ê din digere. [8277 qaso_sesev] Hûn li himber hev dîk û li himber eskeran jî mirîşk in. [8278 qaso_sesev] Esker dest diavêjin jinên we, malê we dixwin û we talan dikin û hûn jî li malwêrankirina hev digerin. [8279 qaso_sesev] Heyvanê namûsê bi we yekî jî re tune ye yanî. [8280 qaso_sesev] Eger namûsa we hebûya, we ê qûnên xwe ji eskeran re belbelot ne kiribana« got û meşiya. [8281 qaso_sesev] Zibêr peyivî, ew sekinî û lê guhdar kir. [8282 qaso_sesev] »Jinapê, esker dewlet e; mêraniya li himber dewletê ehmeqî ye. [8283 qaso_sesev] Dewlet çi bike ji mirov, ne eyb e.« [8284 qaso_sesev] Sarê xwe aciztir kir, xwe hinekî tewand û bi herdu destan: [8285 qaso_sesev] »Ê ne tu ji xwe fedî nakî, tu jî zilam î hi! [8286 qaso_sesev] Gerek ê min bi te û ê te jî bi min ve ba...« [8287 qaso_sesev] Heso xwe aciz kir û bi hêrs got: [8288 qaso_sesev] »Erê keçê pîrê, me fêm kir, de here bi rêya xwe de! [8289 qaso_sesev] Temam, ê te bi ê me hemiyan û ê me hemiyan jî bi ê te ve, em bênamûs, weh!« [8290 qaso_sesev] Sarê berê xwe da Heso, Sadiq pê ve rabû û xwe xist bin çengê wê. [8291 qaso_sesev] »Pîra delal, baştir e ku ê te bi te ve û ê me jî bi me ve be. [8292 qaso_sesev] Bi telaq gava me bi hev guherd, wê heyvanê namûsê bi te re jî nemîne« û bi hev re ji odê derketin. [8293 qaso_sesev] Dengê qemyonekê ji ser rêya Îpekê dihat. [8294 qaso_sesev] Mîna ku bi bar bû û barê wê jî zêdî qeweta wê bû, tiriniyeke bi hêl derdixist. [8295 qaso_sesev] Deng ji pevçûna kûçikan biliya bû. [8296 qaso_sesev] Herçar kûçik jî heta ku hal di wan de nema bû li hev xistibûn û birîndar bûbûn. [8297 qaso_sesev] Meyro bi bêrê pirika hewşê diavêt ber dîwarên sênca hewşê. [8298 qaso_sesev] Ev karê Temo bû, lê destê wî ji civatê ne dibû ku here alî jinikê bike. [8299 qaso_sesev] Fesadî hebû. [8300 qaso_sesev] Temo ne mirovekî fesad bû, lê ne ku kêfa wî ji fesadiyê re jî ne dihat. [8301 qaso_sesev] Di vî warî de bi zewq li hevalbendên xwe guhdar dikir. [8302 qaso_sesev] Ne şerxwaz jî bû. [8303 qaso_sesev] Lê gava diqewimî jî dida pêşiya herkesî. [8304 qaso_sesev] Di bin tesîra diya xwe de bû û bi a bavê xwe dikir. [8305 qaso_sesev] Bavê jê re çi bigota ew bû. [8306 qaso_sesev] Di rastiya xwe de Temo insanekî saf bû. [8307 qaso_sesev] Eger ne ji Heso ba belkî tu carî jî berberî ne kiriba. [8308 qaso_sesev] Heso carina qerfê xwe pê dikir û digot: [8309 qaso_sesev] »Ev Temoyê me li jina xwe hatiye; kî jê re çi bibêje dikeve serê wî. [8310 qaso_sesev] Eger ev lawê yekî wek Circîs ba, niha ji zû de kuştî ba. [8311 qaso_sesev] Îcar qirdê wî heye ku ez bavê wî me...« [8312 qaso_sesev] Zoravî bêkêr û zexel bûn. [8313 qaso_sesev] Derdora gund tije kevir bûn, besta gund bi zixur û qûm bû û di xwe re ne didîtin ku hewşên xwe zixur û qûm bikin. [8314 qaso_sesev] Di hewşê re heta ku derbasî hinduran dibûn, şekalên wan di pirikê de di-man û hindur bi pirika şekalan genî dikirin. [8315 qaso_sesev] Ji xwe genî bûn, îcar bi wê pirika pez û dewaran xwe hîn genîtir dikirin. [8316 qaso_sesev] Pir tahde li zarokan dihat. [8317 qaso_sesev] Zarok bi giştî xwas digeriyan. [8318 qaso_sesev] Û êvaran jî ling neşûştî radizan. [8319 qaso_sesev] Ev gundî ewqasî zexel bûn, di xwe re ne didîtîn ku mirarên xwe dûrî gund biavêjin. [8320 qaso_sesev] Havînan li ser xaniyan radiketin û heywanên xwe ên mirar, diavêtin pişt xaniyan. [8321 qaso_sesev] Li ber wê bêhna genî şevbihêrk digerandin û fesadiya hev dikirin. [8322 qaso_sesev] Ji destê fesadiyê qulên bêvila wan xitimî bûn; mirêr di bêvila wan de wek lewentoyê bêhn dida. [8323 qaso_sesev] Dîsa tahde li zarokan dihat. [8324 qaso_sesev] Giriyên zarokên vî gundî ên ku hîn bi ser lingan ne ketibûn, di şevên havînî de ji bêhna miraran heta ku dibû sibeh, ji hev qut ne dibû. [8325 qaso_sesev] Razana zarokan bi haweyê xilmaşê bû. [8326 qaso_sesev] Mele Salar hema hema berî niha beşdarî civatê bûbû. [8327 qaso_sesev] Li hewşê pêrgî Sarê tê û tev de têne odê. [8328 qaso_sesev] Ji bilî Heso herkes ji ber wî rabûbû û cih jê re xweş kiribûn. [8329 qaso_sesev] Bi hatina wî kêfa Sarê hatibû. [8330 qaso_sesev] Lê teng bûbû, ji mamoste û mele divabû yek bi hewara wê ve bigiha. [8331 qaso_sesev] Mîrzo jî ne xerab bû. [8332 qaso_sesev] Ew û civat bi hev dikeniyan; civatê bi henekên wî dikarîbû xwe ji bîr bikira û îro şer neba. [8333 qaso_sesev] Mîrzo heta dikarîbû govend jî bigeranda. [8334 qaso_sesev] Hûto û temamê xortan li vir gihabûn hev. [8335 qaso_sesev] Lê îcar ku Mîrzo bixwesta, di hikmê deh deqîqeyan de dikarîbû şerekî mezin jî li dar xista. [8336 qaso_sesev] Di vê dema ku pizûriyan ava serê hûran disincirandin, şerê Eliyê Betê û Hemê Gozê ji bo yekî wek Luqmên ku êrîş bibira ser malên hûran, bes û heta gelek jî bû. [8337 qaso_sesev] Mele Salar: [8338 qaso_sesev] »Înşelleh baş derbas bû, Heso.« [8339 qaso_sesev] »Weh çawa baş derbas ne bû seyda, me dendik jê berda bi telaq. [8340 qaso_sesev] Circîs berî me gihabû ser mûlidê; goştê ser girarê hemû xwaribû. [8341 qaso_sesev] Eh, me jî çend kevçî girar xwar yanîka. [8342 qaso_sesev] Na na, bi şêxê li erdê Bexdê, me girar jî ne xwar, îcar çima em derewan li xwe dikin.« [8343 qaso_sesev] »Bêhna xwe fireh bike, tiştekî baş ji xerabiyê dernakeve Heso. [8344 qaso_sesev] Dawiya xerabiyê dîsa xerabî ye. [8345 qaso_sesev] Em ê di rojekê de hemû bimirin û ev dinya wê ji kesekî ji me re nemîne. [8346 qaso_sesev] Mirinê di bîra xwe de bînin ku hinekî bêhna we fireh bibe. [8347 qaso_sesev] Zarokên we hûr in, dewlet zalim e, li jin û zarokên xwe bifikirin. [8348 qaso_sesev] Di berberiyê de têrî tune ye, şexsiyet li ber lingan diçe, mirov li ba Xwedê û pêxember rûreş dibe...« [8349 qaso_sesev] »Seyda mîna ku hayê te ji tiştekî tune be, tu wek wan melên ku nuh tên gund û gotinên xweş dikin, dipeyivî. [8350 qaso_sesev] Bila mirin, Xwedê û pêxember hinekî bê bîra Circîsko jî. [8351 qaso_sesev] Ma Xwedê û pêxember qîma xwe tînin ku hin êrîşî te bikin, ber te bikolin û te di koncalan de werkin û tu jî deng nekî hi? [8352 qaso_sesev] Navê bêdengiyeke wilo, ne bênamûsî be, çi ye naxwe!« [8353 qaso_sesev] »Ezbenî çima tu hinekî ji aliyê wan de jî li meseleyê nanerî? [8354 qaso_sesev] Ew xerab hûn baş bin. [8355 qaso_sesev] Bi başiya xwe wan hedayet bikin. [8356 qaso_sesev] Heywana çiqasî berî be ku te nermî şanî da, wê xwe nêzîkî te bike. [8357 qaso_sesev] Ew heywan e fêm nake, bi gotina xweş û nerm kedî dibe, em insan in û fêm dikin çima em ê hedayet nebin. [8358 qaso_sesev] Bi gotina xweş keftar ji qulê derdikeve. [8359 qaso_sesev] Îcar ku te xwarin dayê, wê ew ê jî mîna kûçik kedî bibe. [8360 qaso_sesev] Heşî Circîs, ez van teşbîhan ne ji bo xwe, te û wî dikim, ji bo temamê insanan dibêjim. [8361 qaso_sesev] Ji bav û kalan de hûn bûne dijminên hev û we hevdu kuştiye. [8362 qaso_sesev] Erê hûn bi qedirê Xwedê kin, ka we çi ji wê kuştinê fêm kir. [8363 qaso_sesev] We ji belengazî û feqîrtiyê pê ve çi bi dest xist?« [8364 qaso_sesev] Kenêr bi ruyekî sar û qermiçî: [8365 qaso_sesev] »Seyda di her mexlûqî de hinek xerabî heye. [8366 qaso_sesev] Tu bixwazî nexwazî, ew xerabî wê her hebe. [8367 qaso_sesev] Ulemayên wek Îmamê Xezalî vê yeka ha dibêjin. [8368 qaso_sesev] Çavnebarî di insên bi xwe de heye.« [8369 qaso_sesev] »Rast e, lêbelê ezbenî vê jî dibêjin, mirov dikare rê li ber bigire ku ew xerabî har û mezintir nebe. [8370 qaso_sesev] Mirov bi xerabiyê najo ser xerabiyê; xerabî bi xerabiyê hedayet nabe. [8371 qaso_sesev] Kenêr: [8372 qaso_sesev] »Seyda lêdan jî xerabî ye, ma ne ji xwe.« [8373 qaso_sesev] »Helbet lêdan ne tiştekî baş e, ew jî xerabî ye.« [8374 qaso_sesev] »Li nexweşxana Xerpêtê, textor li dînan dixînin û hin dîn jî bi vê lêdanê terbiye dibin. [8375 qaso_sesev] Ma tu ji textoran çêtir dizanî seyda?« [8376 qaso_sesev] Berî melê Zibêr xwe lê qewimand: [8377 qaso_sesev] »Kenêr rast dibêje. [8378 qaso_sesev] Bav û kalên me jî dibêjin ku dîn ji dînan ditirse; dîn dînan dibîne debûzê xwe di bin qêpût de vedişêr e.« [8379 qaso_sesev] Simo rabû ser kaban: [8380 qaso_sesev] »Deremêt deremêt, em ê deremêtekê di bin xaniyê wî segbavî xînin; ku ne bi deremêtên min ê atomî bin hûn ê tu carî nikaribin pê...« [8381 qaso_sesev] Luqman rabû ser pêyan, şifqa xwe li erdê xist berê xwe da melê û destê xwe ê rastê hejand: [8382 qaso_sesev] »Circîs û zaroyên xwe jî zilam in yanî! [8383 qaso_sesev] Bila bên em ê ji hev re derkevin çiyê. [8384 qaso_sesev] Li çiyê wê qûna gewr û reş ji hev xuya bike. [8385 qaso_sesev] Wilehî ez ê wilo bi bazdan êrîşê bibim ser kozikên wan ku...« [8386 qaso_sesev] Melê ne hişt ku gotina xwe biqedîne, mîna wî rabû û destê xwe hejand: [8387 qaso_sesev] »Kuro a te jî mêranî ye, hi! [8388 qaso_sesev] Li cihê xwe rûne, ya jî here bazde ser jina xwe! [8389 qaso_sesev] Hema aniha rabe ser xwe û ez û te em ê ji hev re derkevin çiyê!« û xwe rakişandê. [8390 qaso_sesev] Sarê ket navbera wan: [8391 qaso_sesev] »Seyda ez bi gorî here mala xwe, wê te jî xir bikin. [8392 qaso_sesev] Melayiketan nikarîbûn bi şeytên, îcar tu ê çawa bi van şeytanan serî derxî! [8393 qaso_sesev] Hemû çûne ser kufrê bê bêlome be! [8394 qaso_sesev] Xwedê bike yek bibe taştê ê din jî bibe fîravîn, dev ji wan berde û here kitêbên xwe bixîne« got û civat terikand. [8395 qaso_sesev] Mele, her gava ku di civata pizûrî û hûran de rûdinişt, pêşî hinekî dînî dipeyivî; ku lê germ dibû, îcar wî jî tam wek wan lê dixist. [8396 qaso_sesev] Her melê ku dihat vî gundî, gundiyan ew di hikmê pênc, şeş mehan de dikirin wek xwe. [8397 qaso_sesev] Mele wek yekî mumin dihat gund û fasiq ji gund diçû. [8398 qaso_sesev] Hinekan ji wan azan jî nema dixwendin; bêdestlimêj mêj dikirin. [8399 qaso_sesev] Mele Ehmedê kinikî bîst û pênc salî bû, li vî gundî meletî dikir. [8400 qaso_sesev] Wî jî mîna ku bavê wî li kinikiyan dikir, xwest ku li gund xutbê li dar bixîne. [8401 qaso_sesev] Wazên mezin dikirin, Xwedê û pêxember ji ser zimanê wî ne diket. [8402 qaso_sesev] Doza ku gundî çima nayên mizgeftê li gundiyan dikir. [8403 qaso_sesev] Yanî bi kurtî li gor gundiyan, ev mirov bûbû bele. [8404 qaso_sesev] Kenêr li ser daxawaziya Heso, bi dorê ket ku wî bixirîne ya jî hedayet bike. [8405 qaso_sesev] Kenêr, Mele Ehmed hînî diziyê kir. [8406 qaso_sesev] Mele kirin dizekî wilo ku bê yasitar! [8407 qaso_sesev] Ji roviyan bêtir mirîşk û elok ji ser hewşan direvandin. [8408 qaso_sesev] Di dûmahîkê de têra wî lê xistin û ji gund berdanê. [8409 qaso_sesev] Lêbelê Mele Salar mirovekî bi aqil û endamê PDKTyê bû. [8410 qaso_sesev] Welatperwerekî temam bû. [8411 qaso_sesev] Di eslê xwe de dostaya wî û Sarê, ji ber vê welatperweriya wî dihat. [8412 qaso_sesev] Herdu bendan jî jê hez dikirin; qîmet didanê û lê guhdar dikirin. [8413 qaso_sesev] Lêbelê gundiyan dîsa jî wek xwe dikirin. [8414 qaso_sesev] Sadiq: [8415 qaso_sesev] »Hûto de ka tu tiştekî bibêje!« [8416 qaso_sesev] Hûto keniya û li Zibêr û Miho nerî. [8417 qaso_sesev] Kenêr: [8418 qaso_sesev] »Bibêje bibêje, Zibêr û Miho miheqeq tiştin kirine. [8419 qaso_sesev] Hûto hîn bêtir keniya. [8420 qaso_sesev] »Temam ez ê bibêjim. [8421 qaso_sesev] Xalê Şeytan, wê şeva ku we hofk li odê gerandibû, apê Sufyan û apê Miho piştî ku hofk belav bû çûn nav rez nêçîra reşêlan. [8422 qaso_sesev] Du çewal ji goştê teyrikan dagirtibûn û yek jî nedan min.« [8423 qaso_sesev] Hûto, zarok ba zilam ba, dema ku jê aciz bûba, jê re »apo« digot. [8424 qaso_sesev] Siqêfên wî hemû »apo« bûn. [8425 qaso_sesev] Di pevçûnên gund de bang Circîs û Bedran dikir, »apo« digot û kevir di wan werdikir. [8426 qaso_sesev] Civatê awir di Zibêr û Miho de vedan. [8427 qaso_sesev] Tiştekî ne baş kiribûn. [8428 qaso_sesev] Gerek civat bi nêçîra xwe agahdar kiribana. [8429 qaso_sesev] Çimkî nêçîra nav rez ji bo herkesî bû. [8430 qaso_sesev] Bi civatê re bêbextî kiribûn. [8431 qaso_sesev] Divabû cirm bûbana. [8432 qaso_sesev] Herduyan bi hev re: [8433 qaso_sesev] »Ê hema bi Qurana ser çonga seyda, Hûto derewan li me dike!« [8434 qaso_sesev] »Qurana min bi we vede hûn derewan dikin. [8435 qaso_sesev] Hûto ahlê Xwedê ye û insanekî mezin e, nizane derewan bike. [8436 qaso_sesev] Ma ew rast dibêjin, tu derewan li wan dikî, Hûto?« [8437 qaso_sesev] »Xalê mele, ê hema bi Qurana te ez rast dibêjim. [8438 qaso_sesev] Bêhna goştê reşêlan di bîra xwe de bînin û wan bêhn bikin. [8439 qaso_sesev] Ma ne wilo ye xalê min ê Şeytan? [8440 qaso_sesev] « [8441 qaso_sesev] »Kuro bi Qurana min, tu rast dibêjî lo; ên derewîn ew in. [8442 qaso_sesev] Kenêr wan bêhn bike!« [8443 qaso_sesev] »Seyda ji xwe pêwîst na [8444 qaso_sesev] ke ez wan bêhn bikim, ez reşêlan di çavên wan de dibînim. [8445 qaso_sesev] Ma qey dengê wîze wîza wan nayê we?« [8446 qaso_sesev] Heso: [8447 qaso_sesev] »Hey topek li mala we keto, Hûto kengî derew kirine, heta ku li we derewan bike. [8448 qaso_sesev] Berî hertiştî ji xwe mêrik hîç nizane derewan bike. [8449 qaso_sesev] We du çewal teyrik kuştine, îcar hûn ê perê çar çewal goştê teyrikan bidin.« [8450 qaso_sesev] Heso di cih de ew cirm kirin. [8451 qaso_sesev] Di hesabên wan de pevçûn hebû, lê li tiştekî din qelibîn. [8452 qaso_sesev] Sadiq: [8453 qaso_sesev] »Pêşiyên me dibêjin ku ‘te nanek xwar, perçekî jî bide hevalê xwe.’ Îcar we ne nanek, du tenûr nan xwariye. [8454 qaso_sesev] Ji wan teyrikan tiştê ku wê pişka min biketa, ez hemî didim Hûto.« [8455 qaso_sesev] Mele jî keniya: [8456 qaso_sesev] »Pêşiyên me dibêjin ku, ‘diya dizan du tiran dikin, yek ji kêfa û yek jî ji tirsan.’ Gava we goşt xwar xweş bû, ne wilo? [8457 qaso_sesev] Dawiya fesadiyê ev e. [8458 qaso_sesev] Xwedê ecêban pêş we dike û hîn jî hûn tiştekî ji xwe fêm nakin. [8459 qaso_sesev] De îcar bixwin!« [8460 qaso_sesev] Zibêr destên xwe bi hev difirkandin û mîna ku ji xwe fedî kiribe serê xwe berdabû ber xwe. [8461 qaso_sesev] Hîlekarî dikir. [8462 qaso_sesev] Çimkî çavên wî wek du xarên zindoqî dilîstin. [8463 qaso_sesev] Cirmê ew bi zincîrê rapêçabû. [8464 qaso_sesev] Ketibû taya ku wê çawa sed wereqe bida heqê cirma xwe. [8465 qaso_sesev] Miho jî tiliya xwe a girdikê û nîşanê bi hev re xistibûn devê xwe û nenûk dikoja. [8466 qaso_sesev] Vî nizanîbû wek ev ê din fen bikira. [8467 qaso_sesev] Zibêr bi dengekî lerzok got: [8468 qaso_sesev] »Baş e ser çavan, ez ê cirma xwe bidim,« [8469 qaso_sesev] Hemo ji Miho re, »Ma tu?« [8470 qaso_sesev] »Hûn kengî bixwazin ez ê cirma xwe bidim...« [8471 qaso_sesev] Hûto ji nişkê ve keniya û pêrgî wî rabû. [8472 qaso_sesev] Mirzo bû ev. [8473 qaso_sesev] Heso: [8474 qaso_sesev] »Wey ser herdu çavan teyrê xerîb, şahê mitirban, gula xortan; kuro bi Xwedê min bêriya te kiribû lo. [8475 qaso_sesev] Eger tu niha ne hataiba, min ê qasidek bişanda dû te...« [8476 qaso_sesev] Ji bilî Heso, heta bi Mele Salar jî ji ber Mîrzoyê mitirb rabû. [8477 qaso_sesev] Mîrzo di sênga odê de rûnişt. [8478 qaso_sesev] Ribaba xwe a wek şûrekî danî ber xwe û peyivî: [8479 qaso_sesev] »Niha berî temamê xêr û gunehan, pêşî tu bi xêrhatî, axayê min.« Keniya û çavên xwe li ser civatê gerandin. [8480 qaso_sesev] »Oooh em dereng mane bavo, temamê şeytan, pêxember, melayiket û horiyên nêr li vir civiyane û hayê min jê çênebûye! [8481 qaso_sesev] Ma ka horiya mê çima ne li vir e?« [8482 qaso_sesev] Heso ji qazî ve: [8483 qaso_sesev] »Kuro, kîjan horiya mê?« [8484 qaso_sesev] »Erê lo pîra Sarê ka li ku ye? [8485 qaso_sesev] Bihuşt di bin lingên wê de ye, çênabe ku em lingên wê tewaf nekin. [8486 qaso_sesev] Îsrafîlê sûra haşer û mahşerê Hûto, here bang pîrê bike!« [8487 qaso_sesev] Hûto bi haweyê ku ma tu çi dibêjî? [8488 qaso_sesev] li Sêdiq nerî. [8489 qaso_sesev] Mîrzo: [8490 qaso_sesev] »Kuro hewcenake tu destûrê ji Sêdiq bixwazî, ez û tu û wî û xalê te ê mele em dizê qulekê ne, kuro de zû here ku pîrê goşt bide te, weh!« Hûto çû. [8491 qaso_sesev] »Apê Heso rewşa zindanê çawa bû? [8492 qaso_sesev] Mar û mişk û dûpişk û mexlûq di çi rewşê de bûn? [8493 qaso_sesev] Êrîşî te ne kirin gelo?« [8494 qaso_sesev] »Çawa ne kirin, lo! [8495 qaso_sesev] Kurkê min kirin serad û dev jê berdan. [8496 qaso_sesev] Îcar baş bû ku me şeva xwe li mala Şaqûlo derbas kir, yana bi telaq wê wan ez bixwarama.« [8497 qaso_sesev] »Ê mala Xwedayê te ê mezin ava ku tu bi saxî bi ser me de şand!« [8498 qaso_sesev] Hûto ji aliyekî de him ruyê xwe tirş dikir û him jî dikeniya. [8499 qaso_sesev] »Xalê mitirb, pîrê silavan li te dike, lê nayê civatê.« [8500 qaso_sesev] »Bihata jê re baş bû, me ê li ribabê xista belkî îmana wê hinekî kamil bûba. [8501 qaso_sesev] Di ber ribabê re selewat hîn xweştir dihatin kişandin. [8502 qaso_sesev] Ma ne wilo ye xalê mele?« [8503 qaso_sesev] »Ma çawa ne wilo ye, li bihuştê jî ribab heye.« [8504 qaso_sesev] Mîrzo: [8505 qaso_sesev] »Ha apê Heso berî ku ez ji bîr bikim, lawê min ê piçûk du, sê roj e nexweş e. [8506 qaso_sesev] Ma tu ji dêvla wî jî naçî ser textor?« [8507 qaso_sesev] Civat keniya. [8508 qaso_sesev] Kenê Selîm dîsa bala Heso kişand. [8509 qaso_sesev] »Kuro Selîm, hinekî bi hêdî hêdî, tu wek çêlekê diorî!..« [8510 qaso_sesev] Dema ku zarokên Temo nexweş diketin, Heso bi haweyê doktorkî zarok vedinirxandin û ji dêvila wan ve ew diçû ser doktor. [8511 qaso_sesev] Ji doktor re mîna ku zarokan jê re gotibû, digot. [8512 qaso_sesev] Doktor jî ew bi haweyê ku wî digot vedinirxand û li gora wê derman jê re dinivîsand. [8513 qaso_sesev] Carekê kwînêrek di çîmê Sarê de tê û Heso jî ji dêvila wê ve diçe Mêrdînê nig doktor. [8514 qaso_sesev] Doktor dixwaze wî venirxîne. [8515 qaso_sesev] Ew qebûl nake û dibêje, »Textor beg, kwînêr tam di hindurê xeleka qûna min de hatiye, ez nahêlim ku tu lê binerî, şerm e weh!« Doktor ji ser a xwe danakeve û Heso bêderman ji Mêrdînê vedigere gund. [8516 qaso_sesev] Sarê di civatê de henekê xwe pê dikir û digot, »Hema bila textor li qûna te bineriya, qûna te ne ji wê qûna ku mirov ji ber fedî bikira; ma tu her tim li a min nanere pîro!« [8517 qaso_sesev] »Keçê ne ku min ji ber fedî kiribû, gava mêrik lê bineriya wê derewa me derketa. [8518 qaso_sesev] Ma kwînêr di min de hebû weh! [8519 qaso_sesev] ... îcar em ji ser a xwe ne hatin xwar û derewa me ji me re ma...« [8520 qaso_sesev] Mîrzo mirovekî aştîxwaz û welatperwer, şahirekî gundî û bi qasî xwe jî zana bû. [8521 qaso_sesev] Gelek şihrên Melayê Cizîrî û Feqê Teyran ezber kiribûn. [8522 qaso_sesev] Bi xwendin û nivîsandinê jî dizanîbû. [8523 qaso_sesev] Li vî gundî çêbûbû û mezin bûbû. [8524 qaso_sesev] Bavê wî jî dengbêjekî hêja bû, lê ne bi qasî lawê xwe. [8525 qaso_sesev] Herdu bendan, heta temamê herêmê jî jê hez dikir. [8526 qaso_sesev] Temenê wî li dor çilî bû. [8527 qaso_sesev] Mirovekî bi qasî tayikekî dirêj û esmerekî xwînşêrînî bû. [8528 qaso_sesev] Mîrzo bi wê rewşa Heso û Circîs a ku li Sitilîlê ketibûnê, agahdar bûbû. [8529 qaso_sesev] Dizanîbû ku wê Heso pevçûnê derxîne. [8530 qaso_sesev] Ji bo ku wî hinekî bi wî dengê xwe ê xweş bisuhurîne, hemû xwe ji bîr bikin û şer dernekeve, bi ribaba xwe hatibû odê. [8531 qaso_sesev] Ji ber vê yekê, Mîrzo bêî ku têkeve sohbetê û destûrê ji Heso bixwaze, rahişt ribaba xwe, ji xwe herkes heyranê wî bû, û govendkî daniyê: [8532 qaso_sesev] »Gulçînê ha Gulçînê, wan memkan bi vir de bînê Kezeb ji agirê hêtûnê, te dil kir gola xwînê Nazikê nazenînê, te ez xistim nav livînê Gulçînê ha Gulçînê, ka em herin Nisêbînê Ha ha ha... rabin rabin...« [8533 qaso_sesev] Barînî bi Hûto ket, melê da ber û bi milan rahiştin hev. [8534 qaso_sesev] Kenêr rabû, Selîm ket destê wî. [8535 qaso_sesev] Zibêr qîr da, Miho hilda xwe; Temo bi Sadiq re rabû û hev girtin. [8536 qaso_sesev] Bi sêngê çûnê û kişiyan hewşê. [8537 qaso_sesev] »Rû helawa Mêrdînê, lêv liqûm hingivînê Meşiya, hejiya xwe berda, dil di xwînê de werda Gulçînê awir veda, dîn bûm min aqil berda Gulçînê ha Gulçînê, ka em herin Nisêbînê [8538 qaso_sesev] Were were were... bi milan bi milan...« [8539 qaso_sesev] Hemo ji ber lingên xwe ên ku di felaqê de teqiyabûn, nikarîbû têketa govendê. [8540 qaso_sesev] Li ser dika hewşê li ser kursî rûnişt û bi kêf li wan temaşe kir. [8541 qaso_sesev] Heso qîr da: »Lawo ma qey ez kafir im ku hûn kursiyekî ji min re jî nayînin!« Gava wî bang kir, Meyro bi rê de bû. [8542 qaso_sesev] Heso di devê deriyê odê de li ser kursî rûnişt û melûl melûl li wan nerî. [8543 qaso_sesev] »Çavên wê ên xezalan, diran mîna mircanan Memik ji rengê hinaran, sêng wek berfa zozanan Gulçîn ava zinaran, fincana dest siltanan Gulçînê ha Gulçînê, ka em herin Nisêbînê [8544 qaso_sesev] Ooof of!.. agir pê deyne agir agir!..« [8545 qaso_sesev] Hûto: »Meyro zû gazî Hitê bike! [8546 qaso_sesev] Of of!..« Sarê: »Kuro min xwelî li serê te kiro, jinik li ber dewêr e, ma te xwe ji bîr kir, hi!« Sadiq: »Meyro têkeve destê Hûto!« »Erê keko, erê.« Sarê: »Keçê çawa erê! [8547 qaso_sesev] Zaroka te di dergûşê de digirî!« Meyro dergûş li ber devê deriyê malê danî û bi bazdan ket destê Hûto.« Sadiq: »Hûto, Meyro ji hertiştî re ‘erê’ dibêje. [8548 qaso_sesev] Binere tu tiştekî ku wê destlimêja mirov xerab bike, ji xweha min re nebêjî, ha! [8549 qaso_sesev] Tu fêm dikî, bê ez çi dibêjim?« »Oh tu jî xalo, ew dikeve destê min, îcar a min çi ye! [8550 qaso_sesev] Ez tiştekî ji destlimêjê fêm nakim...« [8551 qaso_sesev] »Kuro yanî tu qurîncekan filan jê nedî, dibêjim...« »Xalo ji wê re bibêje, bila ew ji min qurîncekan nede.« »Ma qey qurîncekan ji te dide, hi?« »Heta niha nedaye.« [8552 qaso_sesev] »Zulf kişiyane ser rû, mîna kevanan ebrû Li ber bayê seherê, bêhn dide wek emberê Gulçîn veke kemberê, te dil da ber xencerê Gulçînê ha Gulçînê, ka em herin Nisêbînê Haho haho!..« [8553 qaso_sesev] Heso bang kir: [8554 qaso_sesev] »Keçê Sarê zû ji dêvla min û xwe têkeve govendê!« [8555 qaso_sesev] Sarê şahra xwe girêdida û xwe ji reqsê re hazir dikir. [8556 qaso_sesev] Wê dengê wî ne kir. [8557 qaso_sesev] »Rê ji pîra xwe re vekin ez hatim! [8558 qaso_sesev] Ji bilî Hûto, ê ku bikaribe bi min re derxe serî, bila li xwe biqewimîne.« [8559 qaso_sesev] Hemiyan dixwest ku pîrê têkeve destê wî. [8560 qaso_sesev] Pîrê govend xweş radikir. [8561 qaso_sesev] Zibêr jêhatî bû, lê mele jî jêhatî bû. [8562 qaso_sesev] Kesî nikarîbû bida ber Hûto. [8563 qaso_sesev] Di eslê xwe de hemû jî reqisvanên di ser xwe re bûn. [8564 qaso_sesev] Sarê ket destê melê. [8565 qaso_sesev] Xortaniya Heso hat bîrê. [8566 qaso_sesev] Bêhemdî xwe hêsir barandin. [8567 qaso_sesev] Di dawiyê de xwe li ser kursiyê ne girt, bi çarlepikan çû ser cihê xwe. [8568 qaso_sesev] Lihêf kişand serê xwe, devê xwe xist balîfê û wek zarokan giriya... [8569 qaso_sesev] Reşo ji Nisêbînê dihat. [8570 qaso_sesev] Çenteyê xwe ê dibistanê danî ber dergûşa Nêrgizê û bi lez ket destê dapîra xwe. [8571 qaso_sesev] Piştî ku Reşo ket destê wê, Sarê lîland û tam lê germ bû. [8572 qaso_sesev] Govend li hewşê geriya. [8573 qaso_sesev] Mîrzo gazî jina xwe kiribû. [8574 qaso_sesev] Jina wî hatibû û ketibû govendê. [8575 qaso_sesev] Wekî din jina Sadiq Xanê, jina Selîm Behiya, jina Hemo Zînê, jina Miho Rewşê û jina Zibêr Fatimê direqisîn. [8576 qaso_sesev] Qîz û xortên pizûriyan bi carekê ve hatibûn. [8577 qaso_sesev] Xort û qîzan li aliyekî û jin û mêran li aliyekî govend gerandin. [8578 qaso_sesev] Hûriyan jî ji ser xaniyên xwe li wan temaşe dikirin. [8579 qaso_sesev] Mîrzo bangî wan kir: [8580 qaso_sesev] »Bêhna xwe fireh bikin, bi êvarkî re jî em ê li ba we govendê li dar xînin...« [8581 qaso_sesev] Saet li dor yekê şevê ye. [8582 qaso_sesev] Şev wek teniyê reş e. [8583 qaso_sesev] Deriyê odê girtiye lê ne xiliqandiye. [8584 qaso_sesev] Fitîla lempê hatiye daxistin, ji der ve de hindur reş xuya dike. [8585 qaso_sesev] Heso li ser cihê xwe serpiştkî paldayî ye û li hewşê guhdar dike. [8586 qaso_sesev] Derî bi dizî vebû, derî bajarkî hatibû çêkirin, ji ber vê yekê deng ji derî ne hat. [8587 qaso_sesev] Reşekî xuya kir û bi lez û bez derbasî hindur bû, xwe da ber dîwêr, tiştek danî erdê û bêdeng li ser lingan sekinî. [8588 qaso_sesev] Deqîqeyek ne ket wê navê, reşekî din bi haweyê ê pêşî derbasî hindur bû û wî jî pala xwe da dîwêr. [8589 qaso_sesev] Heso bi dizî got: [8590 qaso_sesev] »Hertişt temam e!« [8591 qaso_sesev] Herduyan bi hev re »erê« gotin. [8592 qaso_sesev] »Ma malî bi hatina we ne hisiyan?« [8593 qaso_sesev] »Na, kesek bi me ne hisiya.« [8594 qaso_sesev] »Binere nebî nebî, hûn hîç bi navê hev bangî hev nekin!« [8595 qaso_sesev] »Em ê bangî hev nekin.« [8596 qaso_sesev] »Binere hûn têxin bin dîwarên êxur ha!« [8597 qaso_sesev] »Erê.« [8598 qaso_sesev] »Ku we karê xwe qedand heryek bi aliyekî de herin û bi dizî xwe bigihînin malê!« [8599 qaso_sesev] »Temam.« [8600 qaso_sesev] »Binere eman eman, kes bi vê meseleyê nehise! [8601 qaso_sesev] Bi tenê em hersî pê dizanin. [8602 qaso_sesev] Bi devê xwe karibin û tiştekî ji kesî re nebêjin. [8603 qaso_sesev] De herin Xwedê bi we re be.« [8604 qaso_sesev] Kenêr û Simo wek du guran dan ber hev û ji hindur derketin. [8605 qaso_sesev] Gihan hindama mizgeftê kûçik ji binya mala Circîs reyan. [8606 qaso_sesev] Wan xwe da ber dîwarê mizgeftê, xwe bi dîwêr re kirin yek û pê bi pê bi jêr de meşiyan. [8607 qaso_sesev] Navbera mizgeftê û mala Circîs li dor sih metroyî bû. [8608 qaso_sesev] Lê van hîn dîwar xelas ne kiribû du kûçikan bi hev re êrîşî ser wan kir. [8609 qaso_sesev] Kenêr bi lez xwe şilfîtazî kir, pişta xwe da kûçikan û xwe daqûl kir. [8610 qaso_sesev] Kûçik sekinîn û ew bi wî haweyî ber bi wan de çû. [8611 qaso_sesev] Ew çiqasî çûn, kûçik jî bere baş bûn. [8612 qaso_sesev] Di dawiyê de kûçikan kire nûze nûz û reviyan. [8613 qaso_sesev] Heso bi dû wan de radeka derî kişand. [8614 qaso_sesev] Hat ser cihê xwe, destê xwe dirêjî lihêfê kir, lê bi ser xwe danekir. [8615 qaso_sesev] Mîza wî dihat. [8616 qaso_sesev] Bi qûnkişkê xwe gihand serşokê, mîzt, lê av bi dû mîza xwe de ne rijand. [8617 qaso_sesev] Simo di qorziya dîwarê êxur de kîsikê xwe vala kir. [8618 qaso_sesev] Kadîn di navbera qesirê û êxur de bû. [8619 qaso_sesev] Simo rahişt xilç, serê xilç li kevir ket, çingînî jê hat. [8620 qaso_sesev] »Hêdî kuro!« Kenêr got û bi herdu destan ew hişk zeft kir. [8621 qaso_sesev] »Bisekine, dengek ji êxur tê!« [8622 qaso_sesev] Hesûk pez êm dikir. [8623 qaso_sesev] Piştî bêhnekê deng nema hat, wan dîsa dest bi karê xwe kir. [8624 qaso_sesev] Simo xilç li erdê xist, xilç tiliyekê ne çû xwar li tahtê sekinî. [8625 qaso_sesev] Wî pênc caran cih guhert û di herpênc caran de jî xilçê wî li tahtê sekinî. [8626 qaso_sesev] Dîwarên êxur bi kevirên kufarî û hişkeberê hatibûn lêkirin. [8627 qaso_sesev] Kevir mezin bûn. [8628 qaso_sesev] Baranê heriya di navbera qelşên keviran de hilandibû. [8629 qaso_sesev] Gelek qelş hebûn ku deremêt bi rehetî tê de bi cih dibûn. [8630 qaso_sesev] Simo du deremêt di bin qorziya dîwarê roave de çep û rast bi cih kirin. [8631 qaso_sesev] Destên wî diricifîn. [8632 qaso_sesev] Bêvila wî jî diherikî. [8633 qaso_sesev] Kêleka xwe a çepê pir dixurand. [8634 qaso_sesev] Herdu deremêt jî xweşik bi cih ne bûn. [8635 qaso_sesev] Rahişt xilçê xwe û sê deremêtên ku mabûn û di dîwêr de li qulan geriya. [8636 qaso_sesev] Qul ne dîtin. [8637 qaso_sesev] Dîsa çû û hat û xilçê xwe di erdê de bir. [8638 qaso_sesev] Hema bi asas ve du deremêtên din jî bi cih kirin. [8639 qaso_sesev] Ji van herduyan yek jê cihê xwe tam girtibû. [8640 qaso_sesev] Fitîl jî hemû ne li sêrekê jê kiribûn. [8641 qaso_sesev] Fitîlên deremêtên ku di qorziya êxur de bûn, bi qasî du metroyan dirêj bûn. [8642 qaso_sesev] A bi dû van de kintir, a din ji vêna kintir û a dawî jî ji hemiyan kintir bû. [8643 qaso_sesev] Simo: [8644 qaso_sesev] »Hê hê!« [8645 qaso_sesev] »Çi ye!« [8646 qaso_sesev] »Ez ê vê deremêtê jî têxim bin qesirê.« [8647 qaso_sesev] Kenêr bi ser de hilbû: [8648 qaso_sesev] »Na na!..« [8649 qaso_sesev] »Hişş dengê xwe neke, ez ê têxim bin ewqas!« [8650 qaso_sesev] Wî bi a xwe kir. [8651 qaso_sesev] Qesir du tebaqe bû. [8652 qaso_sesev] Tebaqa jêrê bêşibake bûn. [8653 qaso_sesev] Ji dêvla şibakan di jora dîwaran de bi tenê çar qulên ku li ser bihustekê fireh û girover hebûn. [8654 qaso_sesev] Simo tibabê deh deqîqeyan ji aliyê rohilat de li ber dîwarê qesirê xebitî. [8655 qaso_sesev] Di vir de jî deremêt bi cih kir. [8656 qaso_sesev] Vê carê baş bi cih kir. [8657 qaso_sesev] »Hertişt temam e.« [8658 qaso_sesev] »Pêşî ji aliyê kadînê de biteqîne!« [8659 qaso_sesev] Simo meşiya, Kenêr bêî ku ew pê bihise, deremêta di ber dîwarê qesirê de kişand, xist bin çengê xwe ê çepê û ji qesirê bi dûr ket. [8660 qaso_sesev] Simo li ber qorziya êxur çong berdan erdê û di bin çakêtê xwe de çixare pêxist. [8661 qaso_sesev] Êgir hîç xuya ne kir. [8662 qaso_sesev] Ev haweyê wî ew dida dest ku bê çiqasî diz bû. [8663 qaso_sesev] Çakêt kişand ser serê xwe, bi herdu fitîlan girt. [8664 qaso_sesev] Serikên fitîlan bi tiliya xwe kola. [8665 qaso_sesev] Barûda fitîlekê bi qasî movikekê rijiyabû. [8666 qaso_sesev] Ew bi herdu destan lê xebitî, lêbelê fitîl neçiriya. [8667 qaso_sesev] Pense hat bîrê. [8668 qaso_sesev] Wek dînan li dêrûdora xwe nerî û dest pelikandin. [8669 qaso_sesev] Pense li ser kîsik bû. [8670 qaso_sesev] Dît. [8671 qaso_sesev] Bi lez fitîl qut kir, pense danî erdê û serikê herdu fitîlan di ber hev re radan. [8672 qaso_sesev] Çixare danî ser wan û hilma xwe kişand. [8673 qaso_sesev] Agir pêket û bi ser ruyê wî de pijiqî. [8674 qaso_sesev] Simbêl û mijank kizirîn, rû û lêv şewitîn. [8675 qaso_sesev] Kenêr li ber dîwarê mizgeftê li ser lingan sekinîbû, pişta xwe dabû dîwêr û dimîzt. [8676 qaso_sesev] Cilên xwe li xwe kiribûn. [8677 qaso_sesev] Simo li ber deremêta sisêyan teniştkî pal da û çixare bi fitîlê ve zeliqand. [8678 qaso_sesev] Agir pêneket. [8679 qaso_sesev] Deremêt ji cihê wê kişand; bi haweyê ku berî niha kiribû fitîl di bin çakêt de pêxist. [8680 qaso_sesev] Fitîl mîna zîzokê zîvirî û hawêrdor agir pijiqand. [8681 qaso_sesev] Wî deremêt avêt wê navê û bi bazdan çû a çaran. [8682 qaso_sesev] Xwe qulûz kir. [8683 qaso_sesev] Hesûk hilkişiyabû ser xaniyê malê û li nav erdê mayinan temaşe dikir. [8684 qaso_sesev] Xaniyê malê bi ser kadînê vebû. [8685 qaso_sesev] Du deremêt teqiya bûn. [8686 qaso_sesev] »Eeehew lawo, bê çawa mayin diteqin! [8687 qaso_sesev] Ji sedî sed ew antîtenq mayin in...« [8688 qaso_sesev] Simo dengê wî kir, di ber xwe de keniya. [8689 qaso_sesev] Ji bêaqiliya wî cesaret girt, xwe gihand deremêta çaran û agir bi wê ve jî danî. [8690 qaso_sesev] Bi bazdan çû bi a bin dîwarê qesirê ve. [8691 qaso_sesev] Li gor wî deremêta çaran jî teqiya bû. [8692 qaso_sesev] Lê ne çar, sisê teqiya bûn. [8693 qaso_sesev] »Eeeehew lawo ev çawa mayînin! [8694 qaso_sesev] Ji wir û heta bi vir erd diheje! [8695 qaso_sesev] Batil batil! [8696 qaso_sesev] Bi Xwedê niha kes sax ne filitî ye!« [8697 qaso_sesev] Hesûk eger hema serê xwe bifitilanda, belkî tiştek fêm kiriba. [8698 qaso_sesev] Agirê ku ji fitîlan diçû, pişt xaniyan bi carekê ve ronî kiribûn; heta pêşiya wî bi xwe jî bûbû ronahî. [8699 qaso_sesev] Simo kîsik û pensê xwe li wir ji bîra kirin û ber bi berqefan de bazda. [8700 qaso_sesev] Kenêr jî bi jora gund de bazda. [8701 qaso_sesev] Kesî ew ne dîtin. [8702 qaso_sesev] Deh deqîqe ne ketin wê navê, melê li tenekê xist û li navtarên gund çû û hat. [8703 qaso_sesev] Bi lêdana teneka wî, temamê gundiyan ji xewê şiyar bûn. [8704 qaso_sesev] Heso serê xwe xistibû bin lihêfê. [8705 qaso_sesev] Ji aliyekî de ji tirsa ku wê sibehê ev bûyer çawa encam bida lêva xwe dicût û ji aliykî jî de dikire xire xir. [8706 qaso_sesev] Dizanîbû ku wê bêhneke din Sarê bihata odê. [8707 qaso_sesev] Sarê ew di xew de bidîta ji bo wî baştir dibû. [8708 qaso_sesev] Wilo difikirî. [8709 qaso_sesev] Sarê li derî xist û bang kir: [8710 qaso_sesev] »Pîro pîro, zû derî veke!..« [8711 qaso_sesev] Wê çiqasî li derî xist û bang kir, Heso jî ewqasî kire xire xir. [8712 qaso_sesev] »Lawo Temo derî bişikîne. [8713 qaso_sesev] Sê, çar şeve ku bavê te ranezaye xew lê giran bûye...« [8714 qaso_sesev] Heso jî ji xwe ev gotin dixwest. [8715 qaso_sesev] Di bin simbêlan re dibeşişî û henekê xwe bi aqilê Sarê dikir. [8716 qaso_sesev] Temo xwe da derî û hilqerast. [8717 qaso_sesev] Piştekên radeka hesinî ji ber bûn, derî vebû. [8718 qaso_sesev] Sarê pêşî fitîla lempê hilda. [8719 qaso_sesev] Lihêf ji ser Heso avêt û milê wî hejand: [8720 qaso_sesev] »Kuro hey agir bi malê keto, rabe ji temara mirinê!..« [8721 qaso_sesev] Heso mîna ku bi rastî xew lê giran bûbû, »Çi ye lê! [8722 qaso_sesev] Te çima ez şiyar kirim Xwedê jê raziyê!« got û çavên xwe firkandin. [8723 qaso_sesev] »Te porê min kur kiro, qaçaxçiyan dîsa li hidûd xistin!« [8724 qaso_sesev] »Na lê!« [8725 qaso_sesev] Heso di bin tesîra gotina wê de, bûyera ku wî bi xwe dabû erêkirin ji bîr kir û şaşomaşî axivî: [8726 qaso_sesev] »Qaçaxçî, qaçaxçî ha! [8727 qaso_sesev] Tu bi rastî dibêjî? [8728 qaso_sesev] Kengî kengî?..« [8729 qaso_sesev] »Hema berî niha bi çend kêlîkan. [8730 qaso_sesev] Ma dengê teneka melê nayê te?« [8731 qaso_sesev] »Ma teqîn çêbû? [8732 qaso_sesev] Eskeran dan dû wan? [8733 qaso_sesev] Şintaq pêket? [8734 qaso_sesev] Terempêl xuya dikin? [8735 qaso_sesev] Ma gihan bestê an na? [8736 qaso_sesev] Lempê hûr bikin! [8737 qaso_sesev] Temo derkeve ser xênî û li ser rêyan temaşe bike!« [8738 qaso_sesev] Temo bêî ku lempê hûr bike hilkişiya ser xênî. [8739 qaso_sesev] Sarê: [8740 qaso_sesev] »Sê, çar mayin teqiyan. [8741 qaso_sesev] Ê ne te nedît bê çawa erd dihejiya!..« [8742 qaso_sesev] Bi vê gotinê şiyar bû. [8743 qaso_sesev] »Ma tenê dere, e erê lê erê erê, ma tenê mayin teqiyan? [8744 qaso_sesev] We pêjina tiştekî din jî ne kir?« [8745 qaso_sesev] Kela girî kete qirika wê: [8746 qaso_sesev] »Ma ji mayinê mezintir wê pêjina çi hebe Heso? [8747 qaso_sesev] Mayin bi rebenan de teqiya, ew perçe perçe kirin! [8748 qaso_sesev] Kî dizane bê niha çend kes ji wan hatine kuştin, howeh li min porkurê! [8749 qaso_sesev] Jinên wan ên ciwan, zarokên wan ên hûr û mûr hemû wê di nav lingan de telef bibin û herin! [8750 qaso_sesev] Nizanim bê çima vî guyî dixwin, erê niha we çi ji xwe fêm kir! [8751 qaso_sesev] Mal çû, can çû, jin ji xelkê re man, zarok man li ber dîwaran. [8752 qaso_sesev] Ji xwe re şivan û gavantiyê, hemaliyê bikin û vê quzelqurta ha nekin, hey bêmirad çûno! [8753 qaso_sesev] Wey li min rebenê, diyên wan wê çawa bikaribin vê êşê tahmûl bikin! [8754 qaso_sesev] Wê ew zarok çawa bêbav mezin bibin!..« [8755 qaso_sesev] Sarê zû bi zû ne digiriya, vê kêlîkê giriya û wek baranê hêsir barandin. [8756 qaso_sesev] Sarê lempa dilê wî bû û ji qahremaniya wê cesaret digirt. [8757 qaso_sesev] Heso tu carî nikarîbû xwe li ber vî girî bigirta. [8758 qaso_sesev] »Keçê ev çi girî ye! [8759 qaso_sesev] Tu çima li ser min nagirî diya minê; Circîsê te îro çend roj in ez behdilandim, mala min şewitand. [8760 qaso_sesev] Ez li ba te û mêrê te me, tu li ser min nagirî, Licê li terefê dinyayê ye, tu liciyan nas nakî û tu li ser liciyan digirî...« [8761 qaso_sesev] Sarê giriyê xwe qut ne kir, lê bersiv jî neda. [8762 qaso_sesev] Heso li hev xircilî, dilê wî sivik lê xist û di cihê xwe de qeliqî. [8763 qaso_sesev] Mejiyê wî di bin tesîra giriyê Sarê de sawêr girt; niqrîsk hatênê û tevzînok bi laşê wî ve hilkişiyan. [8764 qaso_sesev] Deremêtên ku li ser gotina wî di bin xaniyê Circîs de teqiya bûn, mîna ku bi rastî bûbin mayin û bi liciyan de teqiyabin, lerizî. [8765 qaso_sesev] Di dawiyê de xwe ne girt, bang kir: [8766 qaso_sesev] »Temo Temo, ma çawa bû? [8767 qaso_sesev] Pêjina qaçaxçî û eskeran tê an?..« [8768 qaso_sesev] Temo hat odê. [8769 qaso_sesev] »Yabo, min pêjina tu tiştî ne kir. [8770 qaso_sesev] Her der bêdeng e...« [8771 qaso_sesev] Sarê hîn digiriya. [8772 qaso_sesev] Giriyê wê dilê wî dax dida. [8773 qaso_sesev] Tam di vê bêhnikê de Heso ji ser xwe çû û bi carekê ve belav bû. [8774 qaso_sesev] »Na na, here ser xênî, here here!..« [8775 qaso_sesev] Temo ji odê bêdeng derket. [8776 qaso_sesev] Ew hîn ne gihabû ser xênî, Heso bang kir: [8777 qaso_sesev] »Ma hatin? [8778 qaso_sesev] Erê kuro esker hatin! [8779 qaso_sesev] Esker esker!..« [8780 qaso_sesev] Wî çiqasî bang kir, Sarê jî ewqasî zor da girî. [8781 qaso_sesev] Di eslê xwe de Sarê ne ku li ser qaçaxçiyan digiriya. [8782 qaso_sesev] Kuştina Cibran û Dawidê Osmên dihat ber çavên wê. [8783 qaso_sesev] Li ser kuştiyên xwe digiriya. [8784 qaso_sesev] Cindiyê Serhên wek Dawid xortekî sipehî û jîr bû. [8785 qaso_sesev] Cindî jî bi dû docê vekiribûn û di nav pirêzên gund de doc ajotibûn. [8786 qaso_sesev] Laşê wî hemû xerab bûbû. [8787 qaso_sesev] Qîr û hewar hewarên Cindî di guhên wê de zingînî dida. [8788 qaso_sesev] »Li min porkurê, niha gelek ji wan birîndar ketine û nali nalên wan e. [8789 qaso_sesev] Sibehê wê wan jî bi dû terempêlan ve girêdin û bikişkişînin!..« [8790 qaso_sesev] Heso ji bo ku bi xwe şiyar bibe, ji desthilanîn nekeve û li xwe mikur neyê, qurîncek ji xwe didan. [8791 qaso_sesev] Rîha xwe dikişand û dev lêva xwe dikir. [8792 qaso_sesev] Lê hîç jî fêde ne dikir. [8793 qaso_sesev] Xwîn lê vemirî bû, mîna quşûfê zer vedabû. [8794 qaso_sesev] »Lo lo Temo, ma qaçaxçî gihan ku derê? [8795 qaso_sesev] Zû tiştekî bibêje!« [8796 qaso_sesev] Tiştek tune bû ku heta Temo jî tiştek bigota. [8797 qaso_sesev] Temo dîsa hat odê. [8798 qaso_sesev] »Yabo, wilehilezîm ji girgira ewran pê ve dengê tu tiştî nayê...« [8799 qaso_sesev] Sarê neperûşk ji ruyê xwe dan û bi haweyê ku termên neh, deh kesan li ber bin kaliya: [8800 qaso_sesev] »Di vê seqema dijwar de û hemû wilo birîndar, haho haho! [8801 qaso_sesev] Niha birînên wan wek çaviyên kaniyan vebûne û ha ha xwînê dibeliqînin!« [8802 qaso_sesev] Qêrîn bi Heso ket: [8803 qaso_sesev] »Eeehew eskeran em hilanîn!« got û dev lihêfê kir. [8804 qaso_sesev] »Kuro lawê kerê, here binere bê gihan ku!« [8805 qaso_sesev] Temo piştî ku ziq li herduyan nerî û hinekî hizirî, destê xwe di ber xwe re hejand, »Belkî jî eskeran dora gund zeft kiriye, ez nabînim« got û bi bazdan çû. [8806 qaso_sesev] »Îcar gelo ew teresên eskeran sibehê wê çi bikin ji me? [8807 qaso_sesev] Wê çend kesan ji me bikujin? [8808 qaso_sesev] Û ku bi birîndarî têkevin destên wan, wê ew birîndar li ser me çi nebêjin! [8809 qaso_sesev] Wey li min pepûkê!..« [8810 qaso_sesev] Heso dîsa qêriya: [8811 qaso_sesev] »Keçê de re mêêê t!..« [8812 qaso_sesev] Sarê gotina »deremêt« bi haweyê ku »de rabe biceheme ji vir!« fêm kir. [8813 qaso_sesev] Rabû ser xwe û hinekî sekinî. [8814 qaso_sesev] Bêvila xwe bi hûçikê kirês paqij kir. [8815 qaso_sesev] Hûçik berdayî bûn. [8816 qaso_sesev] Servekirî hatibû odê. [8817 qaso_sesev] Derpiyê wê sor bû, lê reş xuya dikir. [8818 qaso_sesev] Lastîka delingê wê ê rastê filitîbû, devê deling mîna şalê botiyan fireh vebûbû û lingê wê nixumandibû. [8819 qaso_sesev] Kirasê wê ê şîrikî rengê xwe ne dida. [8820 qaso_sesev] Xwas bû. [8821 qaso_sesev] Li ser çementoyê şopa lingên wê xuya dikirin. [8822 qaso_sesev] Dengê xwe ne kir û ji odê derket. [8823 qaso_sesev] »Lawo Temo hey agir bi malê keto, ma tu çima dengê xwe nakî looo! [8824 qaso_sesev] Te çi fêm kirrr! [8825 qaso_sesev] Li aliyê mala Circîs binere, Circîs Circîsss!..« [8826 qaso_sesev] Deng ji Temo ne hat. [8827 qaso_sesev] »Lawê berêz, bersiva min bide!« [8828 qaso_sesev] Temo bi lez daket. [8829 qaso_sesev] »Yabo, wilehî û bilehî pêjina tiştekî nayê. [8830 qaso_sesev] Ji qereqolê ronahî xuya nake. [8831 qaso_sesev] Ne ji bestê û ne jî ji tu derên din dengê qaçaxçiyan tê. [8832 qaso_sesev] Deng ji mala Circîs jî nayê.« [8833 qaso_sesev] Ji kûraya kezebê keserek veda û rîha xwe firkand. [8834 qaso_sesev] »Ka here binere bê hîn jî diya te digirî, an na...« [8835 qaso_sesev] Temo di destê wî de wek zarokekî bû. [8836 qaso_sesev] Çû û zû jî vegeriya: [8837 qaso_sesev] »Yabo, bi Xwedê îske îska pîrê bû. [8838 qaso_sesev] Ev îşev çi bi pîrê hatiye, min di temamê emirê xwe de ne dîtiye ku wek îşev giriyaye. [8839 qaso_sesev] Xwedê xêr bike.« [8840 qaso_sesev] »Na na, bila negirî. [8841 qaso_sesev] Ez ê ji te re bibêjim û tu jî here jê re bibêje.« [8842 qaso_sesev] »Wileh ku tu bikaribî wê haş bikî, baş e. [8843 qaso_sesev] De ka bibêje bê tu ê çi bibêjî?« [8844 qaso_sesev] Heso xwe cidî kir, lê bi heyecan jî got: [8845 qaso_sesev] »Erê lo, yanî min got bila negirî tştek ne qewimiye. [8846 qaso_sesev] De ka dîsa pêşî here ser xênî li qereqolê û mala Circîs binere û dûv re jî here wê haş bike.« [8847 qaso_sesev] Temo bi şerwal û tena qutik bû. [8848 qaso_sesev] Ber xwe ne xiliqandibû. [8849 qaso_sesev] Qutik dabû ser hev û xistibû bin şerwêl. [8850 qaso_sesev] Ji serma dirikrikî. [8851 qaso_sesev] Şimik di lingan de bû. [8852 qaso_sesev] Bêgore bû. [8853 qaso_sesev] Bi çûna wî re Heso ponijî: [8854 qaso_sesev] »Ez divê bibêjim. [8855 qaso_sesev] Gotina min ji ne gotinê çêtir e. [8856 qaso_sesev] Eger ez Sarê bi xwe nehisînim, dibe ku ev mesele hîn ne baştir bigere. [8857 qaso_sesev] Dibe ku ez ji herkesî re bibêjim. [8858 qaso_sesev] Û wî çaxî jî wê herkes min neheq bike. [8859 qaso_sesev] Ma mirov deremêtê dixe bin xênî! [8860 qaso_sesev] Lewra dijminê mirov çiqasî bênamûs be jî, mirov vê yeka ha tê de nake. [8861 qaso_sesev] Erê mirov tê de dike; gava ku dijminê mirov yekî wek Circîs be mirov ne deremêtê, mayinê mayinê dixe bin xênî. [8862 qaso_sesev] Na, ez li xwe mikur nayêm...« [8863 qaso_sesev] Temo bêhnçikyayî xwe avêt hindurê odê: [8864 qaso_sesev] »Yabo, li tara jêr kûçik direyên; hin kûçik jî dizûrin!« [8865 qaso_sesev] »Na lo! [8866 qaso_sesev] Zû xwe bigihîne ser xênî û li qesira Circîs binere! [8867 qaso_sesev] Ma diya te hîn jî digiriya?« [8868 qaso_sesev] »Erê erê,« got û dîsa bi lez derket . [8869 qaso_sesev] Heso tam ji ser xwe çû. [8870 qaso_sesev] »Sarê bi derewan nagirî, rast e mayin teqiyan e. [8871 qaso_sesev] Na na deremêt bûn. [8872 qaso_sesev] Min çima ev tişt qebûl kir? [8873 qaso_sesev] Ev çawa ûjdan e, mirov çawa dikare wilo bifikire! [8874 qaso_sesev] Hemû sûcê Simo bû. [8875 qaso_sesev] Wî ez ji rê birim. [8876 qaso_sesev] Kenêr bi aqil bû, gerek wî rê nedaba vê yeka ha. [8877 qaso_sesev] Min bi a wan kir. [8878 qaso_sesev] Of bêhna min dernakeve. [8879 qaso_sesev] Ez ê bibêjim. [8880 qaso_sesev] Wey ma ne min ji wan re gotibû ku deremêtan têxin bin dîwarên êxur!« Kêfa xwe anî û keniya. [8881 qaso_sesev] Lê di kenê wî de kêfê hîç xuya ne dikir; kenekî derwêşî û melûl bû. [8882 qaso_sesev] Zû jî qut kir. [8883 qaso_sesev] »Ferqa êxur û xaniyê malê çi ye yanî? [8884 qaso_sesev] Çawa ne çi ye? [8885 qaso_sesev] Yek cihê insên yek jî cihê heywên e. [8886 qaso_sesev] Ez xênî dihedimînim, hin xaniyên wan ên din jî dikarin bi êxur re bihedimin. [8887 qaso_sesev] Di axur de şivanê wan radiket. [8888 qaso_sesev] Belkî hin zaroyên wî jî li wir raketî bin. [8889 qaso_sesev] Hema zaroyên wî ne hatibin kuştin, şivan be dîsa xem nake. [8890 qaso_sesev] Em ê çend qurûşan heqê xwîna wî bidin û wê mesele bê girtin. [8891 qaso_sesev] Erê çima min çewtiyeke wilo kotî kir? [8892 qaso_sesev] Dijminê heywên dijminê insên e jî. [8893 qaso_sesev] Insanê ku heywên bikuje dikare insên jî bikuje. [8894 qaso_sesev] Min ew hemû kuştin. [8895 qaso_sesev] Ax ku bi rastî hemû hatibana kuştin û tiştek bi kesekî ji me nehata, bê çiqasî baş bû! [8896 qaso_sesev] Hemû nayên kuştin, min mala xwe şewitand! [8897 qaso_sesev] Ev niha ez bi xwe dizanim bê ez çi dibêjim? [8898 qaso_sesev] Gelo ez li ser hişê xwe me? [8899 qaso_sesev] Ha ma ne wê deremêt ne xistibana bin qesirê. [8900 qaso_sesev] Tew tew, ku dibêje min ji wan re gotibû wilo û wilo bikin. [8901 qaso_sesev] Herdu jî kafir lawê kafiran e, bi telaq xistine bin qesirê û temamê xaniyên wî!..« [8902 qaso_sesev] Temo serê xwe di derî re dirêjî hindur kir, bi ecele: [8903 qaso_sesev] »Yabo kûçik êrîşî hinan dikin« got û bi mêrdewanê ve hilkişiya. [8904 qaso_sesev] »Niha tu bi qedirê Xwedê kî tu rast dibêjî, lo! [8905 qaso_sesev] Ma qesira wî hedimî ye, qesir qesir!..« [8906 qaso_sesev] Temo bi rastî jî mirovekî tam saf bû. [8907 qaso_sesev] Di nav pez û dewaran de mezin bûbû, ji şiklê reyandina kûçikan yekser fêm dikir. [8908 qaso_sesev] Gava kûçikan pêjina gur dikir, kûçikên qels dizûriyan û ên xurt jî bi him û gim xwe li erdê dixistin, bi dengekî qalind û tena tena direyan. [8909 qaso_sesev] Doguj bi neh, deh kûçikan ve li qelaçê aliyê Dêrê gur zeft kiribû. [8910 qaso_sesev] Qelaç bi gund ve bû. [8911 qaso_sesev] Hin kûçik jî li navtaran dûzûriyan û dikirin kûze kûz. [8912 qaso_sesev] Û Temo jî hîn mesele fêm ne kiribû. [8913 qaso_sesev] »Temam, îcar ez ê li xwe mikur bêm. [8914 qaso_sesev] Min xanî bi ser temamê kuflet de herifand, hertiştê me derket meydanê. [8915 qaso_sesev] Navbera me û qereqolê du sed metro ya heye ya tune ye. [8916 qaso_sesev] Qomandar dengê deremêt û mayinê ji hev nas dikin. [8917 qaso_sesev] Ev karê wan e. [8918 qaso_sesev] Esker bi hewara Circîs ve hatine. [8919 qaso_sesev] Kûçik êrîşê dibin eskeran. [8920 qaso_sesev] Sarê Sarê, keçê de ka wer ku ez hemî ji te re bibêjim! [8921 qaso_sesev] Were binere bê me çi gû xwariye!..« [8922 qaso_sesev] Temo dîsa ji devê derî bang kir: [8923 qaso_sesev] »Yabo, li ser rêya Dêrê kûçik rikêbî ser insên dikin. [8924 qaso_sesev] Dengê Circîs ji binya gund tê, lê ez fêm nakim bê çi dibêje« got û dîsa hilkişiya ser xênî. [8925 qaso_sesev] Heso qêriya û qêriya: [8926 qaso_sesev] »Keçê Sarê, ka were! [8927 qaso_sesev] Me mal bi ser birayê te û kufletê wî de xirîxopan kir! [8928 qaso_sesev] Keçê de were !..« [8929 qaso_sesev] Doguj û gur hevdu girtibûn û li hev dixistin. [8930 qaso_sesev] Dengekî cêhilî jî di nav dengê reyandina kûçikan de bilind dibû. [8931 qaso_sesev] Dipeyivî û bi kûçikan re li gur dixist. [8932 qaso_sesev] Gur ji jêra gund ve hatibûn û xwe dadabûn hewşa Etman. [8933 qaso_sesev] Circîs bi teqîna deremêtan rabûbû ser xwe, çavdêrî li ser rêyan dikir. [8934 qaso_sesev] Bi guran hisiya bû. [8935 qaso_sesev] Di şibaka qesirê de rûniştibû û navtêdan di wan de dida: [8936 qaso_sesev] »Hema tu kî be, eferim ji te re! [8937 qaso_sesev] Ez di temamê heyata xwe de îşev dibînim ku insanek û gur li hev dixin. [8938 qaso_sesev] Ma ez bêm bi hewara te ve lo!..« [8939 qaso_sesev] Bi teneka melê re gundî şiyar bûbûn. [8940 qaso_sesev] Di nav bêdengiyê de herkes tevdigeriya. [8941 qaso_sesev] Lê kesî jî xwe ji mal bernedida. [8942 qaso_sesev] Gelek ji wan mîna Sarê, ji tirsa ku wê sibehê çi afat bi serê wan de bihata, digiriyan. [8943 qaso_sesev] »Temo Temo, lawo diya te nayê vir, îcar were ez ê ji te re bibêjim!..« [8944 qaso_sesev] Deng ji kûçikan nema hat, ber bi gund de xwe berdan. [8945 qaso_sesev] Temo di nav kûçikan de reşê wî dengê ku wek dengê tabûreke esker bihîstibû, fesiland. [8946 qaso_sesev] Lê nas ne kir. [8947 qaso_sesev] Heso zor da Temo. [8948 qaso_sesev] »Kuro bêşerefo, ez bangî te dikim, tu çima nayê!..« [8949 qaso_sesev] Temo hat û li himber wî li ser pêyan sekinî. [8950 qaso_sesev] Derî vekirî hişt. [8951 qaso_sesev] »Rûne ku ez ji te re bibêjim!« Rûnişt û guh da ser. [8952 qaso_sesev] »Kenêr û Simo deremêt xistin bin xaniyê Circîs. [8953 qaso_sesev] Ma gelek ji wan hatine kuştin? [8954 qaso_sesev] Eskerên ku hatine gelek in?« [8955 qaso_sesev] Temo behetî. [8956 qaso_sesev] »Tu çi dibêjî yabo!« [8957 qaso_sesev] Pêjin ji hewşê hat. [8958 qaso_sesev] Temo bêhemdî xwe hilqevizî û çik sekinî. [8959 qaso_sesev] Heso jî çeng bû, pişta wî li dîwêr ket. [8960 qaso_sesev] Reşo bû ev. [8961 qaso_sesev] »Kalo ê ne tu nizanî bê min û Doguj me çi zir gur kuşt, gur!« [8962 qaso_sesev] Devê Temo berî dilê wî bi xwe şiyar bû. [8963 qaso_sesev] Lêv ji ser hev çûn, beşişî. [8964 qaso_sesev] Lê hîn jî nikarîbû xwe bilebitanda. [8965 qaso_sesev] Ji qiram ketibû. [8966 qaso_sesev] Heso wek kewê ku di dahfkan keve, gewdê wî bi carekê ve melisî, serê wî jî hildayî bû û qîq li Reşo dinerî. [8967 qaso_sesev] Hersê jî bêhnekê ne peyivîn. [8968 qaso_sesev] Piştî ku Heso got »Çi çi çii!« pala xwe da dîwêr û li Temo nerî. [8969 qaso_sesev] »Me gur kuşt gur. [8970 qaso_sesev] Termê wî li ba golê ye, hûn ê sibehê bibînin. [8971 qaso_sesev] Doguj devê xwe xistibû qirika wî û min jî bi pehînan lê dixist. [8972 qaso_sesev] Di wê bêhnikê de min çiqasî dixwest ku Hûto li wir ba. [8973 qaso_sesev] Ê ne kalo, te nedît bê pevçûna wan çiqasî xweş bû. [8974 qaso_sesev] Ew jî ne kêmî Doguj bû yanî. [8975 qaso_sesev] Eger ew û Doguj bi tenê bana, belkî Doguj nikarîba pê. [8976 qaso_sesev] Kûçikên din jî alî me kirin. [8977 qaso_sesev] Gur gelek bûn. [8978 qaso_sesev] Lê min heta bi çaran dîtin. [8979 qaso_sesev] Hevalê xwe di nav lepên me de hiştin û reviyan. [8980 qaso_sesev] »Ev tu çi dibêjî, ez fêm nakim?« [8981 qaso_sesev] »Kalo, qey tu ji min yeqîn nakî? [8982 qaso_sesev] Ji bavê min re bibêje bila bê, ez ê wî bibim ser bereta gur.« [8983 qaso_sesev] »Yanî niha ev qolordiya ku dora gund zeft kiribû, hemû tu bû ha!« [8984 qaso_sesev] Reşo keniya. [8985 qaso_sesev] »Hiii, tu behsa mayinan dikî? [8986 qaso_sesev] Ew ne mayîn bûn, kalo. [8987 qaso_sesev] Li nav gund diteqiyan.« [8988 qaso_sesev] Heso veciniqî. [8989 qaso_sesev] »Tu çawa dizanî kuro?« [8990 qaso_sesev] »Ez li mala mahelim bûm. [8991 qaso_sesev] Mahelim araq vedixwar. [8992 qaso_sesev] Ez û jina wî em direqisîn û wî jî ji me re li tembûrê dixist. [8993 qaso_sesev] Piştî ku xalê mele li tenekê xist, ew jî hat wir. [8994 qaso_sesev] Erol ji wî re jî got. [8995 qaso_sesev] Kalo kî bûn ew ên ku deremêt teqandin?« [8996 qaso_sesev] »Xwedê ne hişt, ev çi gotine! [8997 qaso_sesev] Deremêtên çi! [8998 qaso_sesev] Kê ji te re got?« [8999 qaso_sesev] »Erol got.« [9000 qaso_sesev] Heso li Temo nerî, çavê xwe girt û devê xwe vekir: [9001 qaso_sesev] »Bêşeref yaya gidî bêşeref, tu jî zilam î ha!« Tif nav şeqên xwe kir, »Wey tifî li vî kîrî be ku tu jê yî! [9002 qaso_sesev] Lawê wî zarokeke dide dû guran, ew jî zir nihîtekî zilama ye ji desthilanîn dikeve û vî gundî tije esker dike. [9003 qaso_sesev] Ji teyrên ku te li min û diya xwe çêkirin hindik mabû dilê me biqetiya. [9004 qaso_sesev] Sed sal e ku tu xwedî kûçik e. [9005 qaso_sesev] Tu li ber pez û di nav gur û kûçikan de mezin bû. [9006 qaso_sesev] Kûçik gava bêhna gur dikir, çawa direya te nizanîbû, hi! [9007 qaso_sesev] Tu çawa dengê Doguj nas nakî! [9008 qaso_sesev] Ma wê çawa nas bike yabo, mêrik li jina xwe hatiye. [9009 qaso_sesev] Îcar zilamê ku li jina xwe bê, tu ê hêviya çi jê bikî! [9010 qaso_sesev] Zû ji ber çavên min winda bibe, kûçik lawê berêz!« [9011 qaso_sesev] Kipînî ne ket Temo; pir li ber xwe ket! [9012 qaso_sesev] Heso erza wî li himber lawê wî şikenandibû. [9013 qaso_sesev] Serê xwe berdabû ber xwe û diponijî. [9014 qaso_sesev] Ji odê derket. [9015 qaso_sesev] »Lawê min Reşo, ma Erol wekî din çi digot?« [9016 qaso_sesev] »Kalo bêhna xwe pir teng kiribû. [9017 qaso_sesev] ‘Gundî deremêtan di bin xaniyên hev de diteqînin. [9018 qaso_sesev] Ev tiştekî pir talûke ye!’ digot« [9019 qaso_sesev] »Ê îcar melê çi digot?« [9020 qaso_sesev] »Piştî ku Erol mele bi teqîna deremêtan hisand, melê xwe ji Erol bêhntengtir kir. [9021 qaso_sesev] ‘Eger wilo here ez ê jî araqê vexwim,’ digot.« [9022 qaso_sesev] »Lawê min Reşo, mîna ku tu hîç ne çûyî mala Erol efendî, behsa tiştekî neke. [9023 qaso_sesev] Here ji xwe re razê û bavê xwe bişîne vir. [9024 qaso_sesev] Eferim lawê min, tu mêrekî di ser xwe re yî. [9025 qaso_sesev] Pîrika te Sarê bi derewan ji te hez ne kiriye. [9026 qaso_sesev] Bi telaq tu ê ji pîrê re ne qereqola Sitilîlê û Qesra, Tûgaya Mêrdînê feteh bikî. [9027 qaso_sesev] Qolordî ne himberî te ne, qolordî!« [9028 qaso_sesev] Reşo ji kêfan re dikir bifiriya. [9029 qaso_sesev] Bapîrê wî ew ji xwe û bavê wî mezintir kiribû. [9030 qaso_sesev] Pesindaniyeke bi vî haweyî ji bo naşiyekî hivdeh salî ne baş bû. [9031 qaso_sesev] Reşo xwe nepixand û meşiya. [9032 qaso_sesev] »Min çi xwelî li serê xwe kir! [9033 qaso_sesev] Binere hemû deqîqeyek mabû, lawik li hewşê bû, ha. [9034 qaso_sesev] Min xwe hema çend saniyan ragirtiba, lawik diket hindur û Temo jî wê bi vê pîsitiya me ne hisiyaba. [9035 qaso_sesev] Ma hisiya wê bibe çi, yanî. [9036 qaso_sesev] A baş ku pîrê pê nehise...« [9037 qaso_sesev] Temo li himber wî bi haweyê xulaman li ser kursiyê rûnişt. [9038 qaso_sesev] Yanî qeweta gewdê xwe ji ser kursî bêtir berda ser lingan; kelef bi kabokan ragirtin û xwe bi ser hev de pirnisand. [9039 qaso_sesev] Ew qelafetê wî ê girs û vê rewşa ha qet li hev ne dikir. [9040 qaso_sesev] »Yabo, te gazî min kiribû.« [9041 qaso_sesev] »Erê« got û sekinî. [9042 qaso_sesev] Heso bêî ku bi xwe agahdar bibe bê çi dike, dixwest Temo bipeyive. [9043 qaso_sesev] Zanyariya wî di demên xofgirtin û bêhntengiyê de ji pêşzanyariya wî bêtir di bandora binzanyariyê de çerx dikir. [9044 qaso_sesev] Eger Temo hinekî bi kêrhatî ba, peyvek wî dikarîbû bûba mifta xilqa zindana mejiyê vî. [9045 qaso_sesev] Wê gavê jî problema ku rû dabû, wê ewqasî mezin neba. [9046 qaso_sesev] Ev rêdana Heso bi xwe tiştekî bedew bû. [9047 qaso_sesev] Ji ber ku dixwaze lê guhdar bike, lê ê li himber wî bi qasî zarokekî ku li koşk û serayan rûdinişt, nikarîbû bifikiriya. [9048 qaso_sesev] Di bîstikên xofgirtinê de peyvandina xwe bi xwe ji guhdarkirinê û di bîstikên bêhntengiyê de jî guhdarkirin ji peyvandina xwe bi xwe çêtir bû. [9049 qaso_sesev] Heso tam di van kêlîkan de dewreke bêhntengiyê digire û naxwaze bide, dixwaze bistîne. [9050 qaso_sesev] Heta Heso yekî wilo bû, di bîstikên xof girtinê de jî dixwest bistîne; yekî zana pê re rûne û ew jî lê guhdar bike. [9051 qaso_sesev] »Yabo, ez li te guhdar dikim. [9052 qaso_sesev] Bibêje!« [9053 qaso_sesev] Heso pêşî keserek veda. [9054 qaso_sesev] Bi haweyê ku alikariyekê jê bixwaze fikirî, piştî ku bêhnekê lê nerî û wî jî serê xwe berda ber xwe, dest bi axavtinê kir: [9055 qaso_sesev] »Gelo ne baştir e ku mirov biçe derdora xaniyên Circîs saxtî bike bê ka çi bi xaniyan hatiye?« [9056 qaso_sesev] »Tu dizanî yabo, tu çawa bixwazî ez ê wilo bikim.« [9057 qaso_sesev] »Hema wilo ha.« [9058 qaso_sesev] »Erê wilo.« [9059 qaso_sesev] Tirs, bêhntengî û neçarî bi hev re di hezaza mejiyê Heso de zîvirîbûn; di hêwanê de pêrgî hev hatibûn û mîna sê lezbiyenan hev dialastin. [9060 qaso_sesev] Ev kêlîk pir tehlûke bû. [9061 qaso_sesev] Eger Heso mirovekî alim ba, di vê kêlîkê de dikarîbû xwe intîxar jî bikira. [9062 qaso_sesev] Di çavên wî ên ku li dûr dinerîn, dil dixuya. [9063 qaso_sesev] Dilê wî diniqirand; dil mîna motorê ku hewa dikir û piçpiçî benzîn distend, kurkubî lê dixist. [9064 qaso_sesev] Dihejhijî. [9065 qaso_sesev] Xwêziya wî ne diçû xwar. [9066 qaso_sesev] Temo jî hîç bîr ne dibir ku fireke av bidayê. [9067 qaso_sesev] Piştî ku ji Temo re got »De ka here« û Temo jî çû, ew dîsa bi xwe re kete mihasebê: [9068 qaso_sesev] »Min çima ev yeka ha kir? [9069 qaso_sesev] Qaşo ez mirovekî bi hesab bûm. [9070 qaso_sesev] Ez yekî wilo bûm ku ji qewimandina meseleyê bêtir, min bala xwe dida ser dawiya meseleyê. [9071 qaso_sesev] Ez firavînê dixwim û li ser firavînê hesabê firavîna roja din dikim. [9072 qaso_sesev] Û min her tim jî bi qeweta vê fikirê qezenc kiriye. [9073 qaso_sesev] Îcar sibehê wê kî ji min re çi û çi nebêje! [9074 qaso_sesev] Hema kî çi dibêje bila bibêje, bi tahtilerd kirî! [9075 qaso_sesev] Te baş kiriye. [9076 qaso_sesev] Ma Circîs ê ku mirov dûnde jê bihêle. [9077 qaso_sesev] Insanên wilo gerek bi carekê ve mehû bibin. [9078 qaso_sesev] Tew, yanî niha ev jî gotin e tu bi qedirê xwedê kî. [9079 qaso_sesev] Lê ne bi hesabê kuştinê, bi hesabê ku wî bitirsînim û wî hinekî ji eskeran dûr bixînim, min ev tişt kir. [9080 qaso_sesev] Hîletê min ji bêbextiyê diçû. [9081 qaso_sesev] Ez li ba bêbextan rûnediniştim. [9082 qaso_sesev] Min bêbextî li Circîs kiriye. [9083 qaso_sesev] Bêbextî jî karê qelsa ye. [9084 qaso_sesev] Ez di çavê xelkê de him bûm bêbext û him jî bûm qelsok. [9085 qaso_sesev] Gelo ne baştir e ku ez hema niha temamê zilamên xwe li odê bicivînim û em êrîşî ser mala Circîs bikin? [9086 qaso_sesev] Bi êrîşê re em ê bi tivingan li xaniyan girêdin û wî çaxî jî wê ev meseleya deremêtan ji holê bikeve, winda bibe. [9087 qaso_sesev] Bila em deh kesan ji wan bikujin û bi deh salan di hepsan de bimînin û bila navê min bi bêbextî dernekeve. [9088 qaso_sesev] Cihê bêbextan di civata gunmezinan de tune ye. [9089 qaso_sesev] Mirovên ji xwefedîkir, ne bêbextiyê dikin û ne jî bi bêbextan re rûdinin. [9090 qaso_sesev] Na ne wilo ye. [9091 qaso_sesev] Wilo ye, lê tu derewan dikî bibêje. [9092 qaso_sesev] Ma ji Zibêr bêbextir kî heye gelo? [9093 qaso_sesev] Ev tiştekî din e. [9094 qaso_sesev] Tu wek Sadiq difikirî. [9095 qaso_sesev] Kîjan baş e gelo? [9096 qaso_sesev] Ez şer derxînim an ez xwe li bendî sibehê bihêlim bê ka mesele çawa dizîvire? [9097 qaso_sesev] Bi derxistina şer wê ev mesele dîsa neyê veşartin. [9098 qaso_sesev] Erol efendî, jina wî û mele pê hisiyan e. [9099 qaso_sesev] Reşo pê dizane. [9100 qaso_sesev] Ez çi bikim, ez çi xweliyê li serê xwe bikim! [9101 qaso_sesev] Deremêt kuro, tiştê ku heta niha kesî ne kiribû min kiriye! [9102 qaso_sesev] Ma yabo, çawa min ê ne kiriba, temamê şeytan û meytanan li dor min civiyane. [9103 qaso_sesev] Şeytanekî dinya xistiye qelaqê, îcar ê min tew pênc, şeş şeytan hene. [9104 qaso_sesev] Tobe ya rebî tobe estexfîrulah. [9105 qaso_sesev] Ez ê xwe li ber navê bêbextiyê negirim. [9106 qaso_sesev] Eger kes bi vê bêbextiyê ne hisiyaba, bila bêbextî ba. [9107 qaso_sesev] Dijminayî bû xem ne dikir. [9108 qaso_sesev] Çawa dijminayî bû xem ne dikir! [9109 qaso_sesev] Tu çi dibêjî kuro! [9110 qaso_sesev] Di hindurê mala wî de li dor panzdeh zarokên hûr û mûr razayî bûn. [9111 qaso_sesev] Te bêşerefiyeke mezin kiriye! [9112 qaso_sesev] Erê bi Xwedê rast e. [9113 qaso_sesev] Min xwe gindorkî girêdaye û hayê min ji min ne bûye. [9114 qaso_sesev] Gava ev mesele li me derket, em ê nikaribin bi mêrik re pevçûnê jî derxînin. [9115 qaso_sesev] Çimkî ji hemû alî de em neheq in, wê xelk me neheq bikin. [9116 qaso_sesev] Baş e ez çi bikim?.. « [9117 qaso_sesev] Kolanên gund çamûrî bûbûn. [9118 qaso_sesev] Temo ji tirsa ku şekala wî di çamûrê de neviciqîne, xwas çûbû. [9119 qaso_sesev] Lê ji bîr kiribû ku mirov li ber xaniyê Circîs jî çixarê nakişîne. [9120 qaso_sesev] Eger çixare ne kişandiba, dibû ku Circîs ew li dor xaniyê xwe ne dîtiba. [9121 qaso_sesev] Heso bi hêdî got: [9122 qaso_sesev] »Ma te çi fêm kir Temo?« [9123 qaso_sesev] »Xaniyê wî ji ê me saxlemtir bû. [9124 qaso_sesev] Ji bilî du dîwarên qesira wî, min temamê dîwaran saxtî kirin. [9125 qaso_sesev] Dîwar ne herifîne. [9126 qaso_sesev] Tiştek ne bûye. [9127 qaso_sesev] Îcar tu dikarî bêmitale rakevî. [9128 qaso_sesev] Yabo, ez jî dixwazim herim rakevim.« [9129 qaso_sesev] »Ma kesî tu dît?« [9130 qaso_sesev] »Erê erê, Circîs ez dîtim.« [9131 qaso_sesev] »Te got çiii!« [9132 qaso_sesev] »Mêrik di şibaka qesirê de rûniştîbû û hayê min jê tune bû. [9133 qaso_sesev] Gava ez di ber dîwêr re dimeşim, tu nabê ew jî min dibîne...« [9134 qaso_sesev] »Ê dûv re?« [9135 qaso_sesev] »Bangî min kir, ‘ lo lo tu kî yî, tu li wan deran li çî xwe digerî?’ got. [9136 qaso_sesev] Min jî tiştek li xwe çênekir, ez rast meşiyam û min berê xwe da malê.« [9137 qaso_sesev] Heso bi wahc xwe bi ser hev de diguvaşt û bêsebir lê guhdar dikir. [9138 qaso_sesev] »Yanî bi tenê hew evqask bû! [9139 qaso_sesev] Ma hûn bi hev re ne ketin devjengê jî, hi?« [9140 qaso_sesev] »Na, hemû wek ku min ji te re got, ewqas bû.« [9141 qaso_sesev] Heso bi herdu destan li kabên xwe xistin, dûv re destê xwe ê rastê hejand û got: [9142 qaso_sesev] »Lawo wilehilezîm, tu ne ê hewandinê ye, lê ez çi bikim. [9143 qaso_sesev] Niha ez te bikujim, wê dewlet jî min bi hesabê, ‘Heso bîr adem oldurdî’ tewqîf bike. [9144 qaso_sesev] Kuro bi telaq tu ne tu ‘adem’î, îcar lawo bila tu ‘adem’ bî û hew! [9145 qaso_sesev] De here ji xwe re razê û berî ku tu razê jî bazde ser Meyro, kûçik lawê berêz!..« [9146 qaso_sesev] Banga sibehê lê xistibû. [9147 qaso_sesev] Ronahî ketibû dinyayê. [9148 qaso_sesev] Çûkên beytik xwe ji hêlînan berdabûn hewşan, dikirin wîze wîz û diçêriyan. [9149 qaso_sesev] Dengê teyr û tilûran ji nav rezê pişta gund dihat. [9150 qaso_sesev] Dîkan bang didan. [9151 qaso_sesev] Ji navtara jêr kerekî nêr diziriya. [9152 qaso_sesev] Dengê wî mîna borîzana şer qalind û bilind bû. [9153 qaso_sesev] Mîh ne dibariyan. [9154 qaso_sesev] Li ser gund ewr digeriyan, lê hemû jî ne ewrên baranê bûn. [9155 qaso_sesev] Bayekî hênik dixurbilî. [9156 qaso_sesev] Perîxanê ji ser birka gund dihat malê. [9157 qaso_sesev] Satileke tije av di destê wê de bû. [9158 qaso_sesev] Herdu tajiyên Mîrzo bi haweyê ku keroşk xistibin hesara xwe, li ser bênderên jêra gund bazdidan. [9159 qaso_sesev] Eskerên ser hidûd tabiyên xwe berdidan û bi terempêlên eskerî diçûn qereqolên xwe. [9160 qaso_sesev] Ronahiya fanosekê ji çavên terempêlan dida der. [9161 qaso_sesev] Rêya Îpekê ji terempêlan xalî bû. [9162 qaso_sesev] Qelebalixek ji mala Kenêr dihat. [9163 qaso_sesev] Dengê Kejê li ê hemiyan ferq dikir, lê dîsa jî mirov jê fêm ne dikir, bê çi digot. [9164 qaso_sesev] Melê bang nedabû. [9165 qaso_sesev] Sarê limêj dikir. [9166 qaso_sesev] Meyro bi Fehmiyê şivan re pez rast kiribû û qutik diavêtin hindurê sobê. [9167 qaso_sesev] Sobe ne dadayî bû. [9168 qaso_sesev] Heso heta berdestî sibehê jî kabûs dîtibûn. [9169 qaso_sesev] Bi destê sibehê re xewê lê giran kiribû. [9170 qaso_sesev] Sarê: [9171 qaso_sesev] »Meyro deyl Temo bike bila rabe ser xwe; bêhnek din wê esker bigirin ser gund...« [9172 qaso_sesev] Xewê li Temo jî giran kiribû. [9173 qaso_sesev] Meyro ew şiyar kir, lê hîç ne dixwest ku rabe ser xwe. [9174 qaso_sesev] »Keçê dev ji min berde, ez şevê din ranezame, bihêlê ez hinekî ji xwe re razêm.« [9175 qaso_sesev] Sarê bi bêhntengî got: [9176 qaso_sesev] »Zû xwe bide ser hev wê bêhneke din esker bigirin devê derî!« [9177 qaso_sesev] Temo veciniqî: [9178 qaso_sesev] »Eskerên çi yadê!« [9179 qaso_sesev] »Ma qey te mayinên şevê din ji bîr kirin. [9180 qaso_sesev] Niha di nav mayinan de bi kêmanî pênc, şeş kuştî hene. [9181 qaso_sesev] Xwedê dizane bê niha çiqas birîndar jî ketine!« [9182 qaso_sesev] Temo lihêf kişand ser serê xwe û di bin lihêfê de peyivî: [9183 qaso_sesev] »Yadê, a te xewn e, te dîsa xewn dîtiye. [9184 qaso_sesev] Ne mayîn teqiyane û ne jî tu kes hatiye kuştin. [9185 qaso_sesev] De îcar bihêle ku ez ji xwe re razêm.« [9186 qaso_sesev] »Kuro ev tu çi dibêjî! [9187 qaso_sesev] Bi mayinên şevê din re erd hejiya, erd!..« [9188 qaso_sesev] »Yadê, wilehî tu xanî ne ketine. [9189 qaso_sesev] Limêja xwe bike û dev ji min berde.« [9190 qaso_sesev] Sarê piştî ku hinekî bêdeng sekinî,« qey bi rastî min xewn dîtiye!« bi dizî got û dengê xwe hilda: [9191 qaso_sesev] »Lawê kerê, ku dibêje ‘te xewn dîtiye!’ Ne mayinek, çar, pênc mayin bi dû hev de teqiyan. [9192 qaso_sesev] Ez û tu em çûn odê, cem bavê te. [9193 qaso_sesev] Ez giriyam, bavê te giriyê min bi xwe ne xweş anî û ji odê berda min. [9194 qaso_sesev] Ma çawa ev hemû dibin xewn!..« [9195 qaso_sesev] Meyro keniya: [9196 qaso_sesev] »Yada Sarê, Temo henekan li te dike. [9197 qaso_sesev] Ma ne gava mayin teqiyan, ez jî bi we re rabûbûm. [9198 qaso_sesev] Melê li tenekê xist...« [9199 qaso_sesev] Meyro bi gotina henekkirinê, rê ji Temo re vekir. [9200 qaso_sesev] Wî berî niha ne bi henekî, cidî gotibû. [9201 qaso_sesev] »Meyro qey te jî xewn dtiye« got û nema peyivî. [9202 qaso_sesev] Ro baş bilind bûbû, gihabû delavan. [9203 qaso_sesev] Gund tevdigeriya. [9204 qaso_sesev] Bedranê muxtar bi çend hevalbendên xwe ve li ber sênca hewşa Circîs sekinîbûn. [9205 qaso_sesev] Ji rewşa wan xuya dikir ku hûrî hemû wê li wir biciviyana. [9206 qaso_sesev] Xwendekaran yek bi yek xwe ji malê berdidan û diçûn dibistanê. [9207 qaso_sesev] Sarê, Heso ji xew şiyar kiribû. [9208 qaso_sesev] Hemo berî Zibêr û Sadiq hatibû oda Heso. [9209 qaso_sesev] Miho û Selîm bi hev re û Simo jî bi dû wan de hatibû odê. [9210 qaso_sesev] Melê li ber deriyê xwe bi haweyê ku hin gundî bangî wî bikin, piyase dikir. [9211 qaso_sesev] Ji hejandina herdu destên wî û nerînên wî mirov tê derdixist ku xwe bi xwe dipeyivî. [9212 qaso_sesev] Pêjina mamoste ne dihat. [9213 qaso_sesev] Pîrekên hûriyan her sibeh bi gavên re dewar didan ser hev, pîrekan dev ji garanê berdabûn; li ser dêlegura ku şevê din hatibû kuştin û xortan ew kişandibûn ber xaniyê Celîl, civiyabûn. [9214 qaso_sesev] Pîrekan dêla gurê, qûn û heta bi nîvê parxwanan jî jê kiribûn. [9215 qaso_sesev] Li gor wan dêla gurê sihûd dianî. [9216 qaso_sesev] Yanî pîreka ku gava piçek ji dêla gurê wek niviştê bi xwe ve daliqanda, wê sihûda wê veba û mêrê wê jê re misixur bûba. [9217 qaso_sesev] Bi kuştina gurê, Reşo di çavê gundiyan de bûbû qahremanekî mezin. [9218 qaso_sesev] Jina mamoste, gundî serwext kiribûn. [9219 qaso_sesev] Pizûriyan garana xwe rast kiribûn. [9220 qaso_sesev] Garan gihabû pişta rez. [9221 qaso_sesev] Teyrekî reş mîna ku li mirîşkan digeriya li hindama mala Xelef li hewa sekinîbû. [9222 qaso_sesev] Dengê zerzûlan ne dihat. [9223 qaso_sesev] Ji nav xiramê qesrika binya Sirêçkê, kewekî berê xwe dabû goristanê û bi haweyê ku yasînan li miriyan bixwîne hebhebî dixwend. [9224 qaso_sesev] Kera Kerîm dîsa ji garanê mabû. [9225 qaso_sesev] Jina wî Hemdo bi bez ker diajot û bang gavên dikir. [9226 qaso_sesev] Dora gavantiya îro a Zibêr bû. [9227 qaso_sesev] Sadiq Zibêr ji ber garanê vegerandibû û Hûto ji dêvila wî ve xistibû ber dewêr. [9228 qaso_sesev] Ji bilî Kerîm û Hûto temamê pizûriyan li odê gihabûn hev. [9229 qaso_sesev] Zibêr: [9230 qaso_sesev] »Pêjina eskeran nayê. [9231 qaso_sesev] Ev tiştekî ecêb e, seet bûye nehê rojê û esker xuya nakin!« [9232 qaso_sesev] Temo bi haweyekî ji xwerazî: [9233 qaso_sesev] »Qey bi me ne hisiyan e»got û di cih de gotina xwe birî. [9234 qaso_sesev] Heso lê nerî û awir tê vedan. [9235 qaso_sesev] »Hilkişe ser xênî û li ser rêyan binere kûçik lawê kûçik!« [9236 qaso_sesev] Temo çû. [9237 qaso_sesev] Miho keniya: [9238 qaso_sesev] »Zibêr, ez dibînim ku te gelek cil û mil li xwe kirine. [9239 qaso_sesev] Ma tu çiqasî li xwe bikî, hey wê te tazî bikin û li te xînin.« [9240 qaso_sesev] »Yabo, ne min bi tenê, ji xeynî apê Heso we hemiyan xwe wek min girêdaye. [9241 qaso_sesev] Îcar çima tu henekê xwe bi min dikî. [9242 qaso_sesev] Ê min bêceme û şerwalek e, tew îcar te du şerwal li xwe kirine. [9243 qaso_sesev] Ê min çakêt, ê te qapût û çakêt li te ye...« [9244 qaso_sesev] Giriniya terempêlekê hat. [9245 qaso_sesev] Cefil li civatê ket. [9246 qaso_sesev] Bêî ku hin ji wan bangî Temo bikin, hemiyan xwe li devê derî qerase kirin û çeng bûn hewşê. [9247 qaso_sesev] Qemyona Feremezê Kwîtanê ji Sitilîlê dihat û diçû Nisêbînê. [9248 qaso_sesev] Di eslê xwe de a wî ne qemyon û ne jî bi navê tiştekî din bû. [9249 qaso_sesev] Serê wê ê qemyonê bû. [9250 qaso_sesev] Qeresêla wê ji a qemyonên ford kintir û li ser sê şivên hesinî wî bi xwe çêkiribû. [9251 qaso_sesev] Sindoqek bi textan li hev xistibû; hemû jî teneke kiribû û bi qeresêlê ve şidandibû. [9252 qaso_sesev] Piştî ku li hindama Şêxbat sindoqa wî tev li rêwiyan dipeke bestê, li ba Beşîrê qeynaxçî tankêreke hesinî çêdike û diavêje ser qeresêlê. [9253 qaso_sesev] Rêwî di vê tankêrê de dibirin û dianîn û bi hesabê siwarbûna qemyonê pere ji wan distendin. [9254 qaso_sesev] Dengê terempêla wî ji kîlometroyan ferq dikir. [9255 qaso_sesev] Dema ku terempêl ji Sitilê dihat û Atxê derbas dikir, mîna ku helîkopter di newalê de difiriya, deng derdixist. [9256 qaso_sesev] Hûrî û pizûriyan ji herkesî bêtir dengê terempêla wî nas dikirin. [9257 qaso_sesev] Lê civata Heso di vê bêhnikê de, ev deng hîç nas ne kiribûn. [9258 qaso_sesev] Sadiq: [9259 qaso_sesev] »Hey qeda xwedê pê keto, em ji desthilanîn xistin!« got û keniya. [9260 qaso_sesev] Xelef beşişî. [9261 qaso_sesev] Peyv xist mista zimên, xwest ku bigindirîne, poşman bû û daqurtand. [9262 qaso_sesev] Destê xwe danî ser devê xwe, lê xwe ne girt. [9263 qaso_sesev] »Sadiq tu jî tiştekî efû nakî. [9264 qaso_sesev] Tu dibê qey tu di nava mirov de yî. [9265 qaso_sesev] Ma em çawa bikin, bêbavan zalim in. [9266 qaso_sesev] Mirov ji zaliman bitirse, ne eyb e...« [9267 qaso_sesev] Di ruyê wî de çar birîn hebûn. [9268 qaso_sesev] Şûna diriyê ku di kerînoka bêvila wî re çûbû xwar, bi qasî beyendûrekê mezin bû. [9269 qaso_sesev] Bêvila wî baş werimî bû. [9270 qaso_sesev] Xinxinokî dipeyivî. [9271 qaso_sesev] Qaso: [9272 qaso_sesev] »Ka qahremanê dêlegurê çima nayê civatê? [9273 qaso_sesev] Situyê jinên hûriyan tije qu... kir û wê here mektebê, ha! [9274 qaso_sesev] Ma jinên me jî ne wek ên wan bû! [9275 qaso_sesev] Çima dêlegur bi dest wan ve berda?..« [9276 qaso_sesev] Xelef: [9277 qaso_sesev] »Erê kuro, gava ez hatim odê, ê ne we ne dît bê van pîrekan çi dikirin ji serê hev! [9278 qaso_sesev] Heryekê kêrek xistibû destê xwe û rebena gurê ha ha diçilvirandin.« [9279 qaso_sesev] Sadiq: [9280 qaso_sesev] »Erê wey, qîre qîra wan bû. [9281 qaso_sesev] Xensê û Koçerê xwe rakişandibûn hev. [9282 qaso_sesev] Koçerê jê re digot ‘te qu...ê min biriye, ka qu...ê min derxîne!..’ Rebena Xensê jî, ‘yadê wilehî min tu qu...ê te ne biriye weh!..’ digot.« [9283 qaso_sesev] Zibêr kenekî fahş kir û peyivî: [9284 qaso_sesev] »Ma dêla wê ji bo zilaman jî sihûdê nayine gelo?« [9285 qaso_sesev] Xelef awirek dijwar tê veda: [9286 qaso_sesev] »Mêrik qûnek bûye ha...« Civat bi gotina wî bêtir keniya. [9287 qaso_sesev] Heso diponijî. [9288 qaso_sesev] Hîç ne dixwest bipeyive. [9289 qaso_sesev] Civatê jî ji ber wê bêkêfiya wî ewqasî ne diajot ser. [9290 qaso_sesev] Kenêr bêmad bû, zor dida xwe ku vê bêmadiyê nede der. [9291 qaso_sesev] Bi xwe hisiya bû ku ne baş kiriye. [9292 qaso_sesev] Poşman bûbû. [9293 qaso_sesev] Yekliban gotinên vala dikirin û xwe di ber re dikenand. [9294 qaso_sesev] Kêfa Simo li cih xuya dikir. [9295 qaso_sesev] Wî û Sadiq bi qeşmeriyan dabûn ber hev û kenê xwe li hev dikirin. [9296 qaso_sesev] Hemo kêm dipeyivî. [9297 qaso_sesev] Zibêr ji herkesî bêtir ditirsiya. [9298 qaso_sesev] Wek dizan li devê derî dinerî û guhên xwe bi ser şibakan de ker kiribû. [9299 qaso_sesev] Qaso bi haweyê ku wextî esker bigirin ser gund, qerevîzkî rûniştibû. [9300 qaso_sesev] Serê xwe berdabû ber xwe û tiliya xwe a işaretê bi çementoyê difirkand. [9301 qaso_sesev] Miho ji herkesî bêtir dipeyivî. [9302 qaso_sesev] Kê çi digot, wî xwe di ber re radikir. [9303 qaso_sesev] Temo hîn jî li ser xênî bû çavdêrî li ser rêyan dikir. [9304 qaso_sesev] Sarê çûbû aliyê malê û haziriya çûna Reşo dikir. [9305 qaso_sesev] Reşo ji midîrê dibistanê destûra rojekê sitendibû. [9306 qaso_sesev] Lê li xwe kiribû du roj. [9307 qaso_sesev] Li lîseyê sinifê yekê dixwend. [9308 qaso_sesev] Birayê wî Seydo jî li dibistana ortê sinifê dawî dixwend. [9309 qaso_sesev] Reşo bi mebesta pevçûna ku doh na pêr na pitirpêr derketibû, hatibû gund. [9310 qaso_sesev] Li kolanên qijla Nisêbînê ew û birayê xwe di xaniyekî bi kirê de bûn. [9311 qaso_sesev] Bi giştî di rojên înan de dihatin gund û yekşemê jî diçûn Nisêbînê. [9312 qaso_sesev] Hûrî li mala Circîs vehewiya bûn. [9313 qaso_sesev] Mele, Mîrzo û Erol jî di nav wan de bûn. [9314 qaso_sesev] Hemû bi bûyera şevê din agahdar bûbûn. [9315 qaso_sesev] Lawê Circîs Bozan pêşî pense û kîsikê Simo ê ku şevê din li şûna xwe hiştibûn û dûv re jî fitîlên deremêtan dibîne. [9316 qaso_sesev] Fitîl li wê navê belav bûbûn. [9317 qaso_sesev] Lê li gor ku Bedran digot, »Bi xwe şiyar nabe heta ku çavên wî bi fitîla deremêta neteqyayî nakeve.« Ji herdu deremêtên ku di bin qorziya dîwêr de bi cih bûbûn, yek jê ne teqiyabû. [9318 qaso_sesev] Pîjek bê çi ye ji dîwaran ranebûbû. [9319 qaso_sesev] Tam li gor dilê Heso encam dabû. [9320 qaso_sesev] Piştî poşmaniya xwe, wek pîreka ku mêrê wê li hidûd dix-ist, berzûrî Xwedê bûbû ku tiştek bi dîwaran ne hatibe. [9321 qaso_sesev] Melê digel ku dizanîbû kûçik bi pez re çûye, ji binya hewşê bang kir, »Malîno kûçik neyê min!« [9322 qaso_sesev] Sadiq pêrgî wî çû. [9323 qaso_sesev] Mele bêî ku bi Sadiq re bide û bistîne, bi lez xwe avêt odê. [9324 qaso_sesev] Gurinî bi civatê ket, dîsa herkes ji ber rabû û cih jê re xweş kirin. [9325 qaso_sesev] Mele li ber sobê li himberî hemiyan li ser kursî rûnişt. [9326 qaso_sesev] Bêhna wî teng bû. [9327 qaso_sesev] Eniya xwe difirkand û serikên simbêlên xwe dikirpitandin. [9328 qaso_sesev] Heso mesele fêm kir. [9329 qaso_sesev] Kenêr bi tirs li melê nerî. [9330 qaso_sesev] Simo bêxem rûniştibû. [9331 qaso_sesev] Guhên Zibêr û Hemo wek guhên roviyan bel bûn. [9332 qaso_sesev] Temo li ser xênî piyase dikir. [9333 qaso_sesev] Heso: [9334 qaso_sesev] »Xwedê xêr bike Seyda dîsa çi qewimiye?« [9335 qaso_sesev] »Ne xêr e. [9336 qaso_sesev] Heso hişê xwe bîne serê xwe û li min guhdar bike. [9337 qaso_sesev] Hinekan şeva çûyî deremêt xistine bin xaniyê Circîs. [9338 qaso_sesev] Ew vê meseleyê dixin situyê we. [9339 qaso_sesev] Circîs bi dû ku deremêt diteqin bi nîv seetekê, Temo li dor xaniyê xwe dibîne« got û sekinî. [9340 qaso_sesev] Heso pêşî ruyê xwe tirş kir, xwest ku konebaziyê bike û bibêje, »Ma mele tu bawer dikî ku Temo bikaribe tiştekî wilo bike?« bi xwe hisiya ku wê bi gotineke wilo tiştekî safî neke, dev jê berda. [9341 qaso_sesev] »Ê dûv re?« [9342 qaso_sesev] »Eger we ev xerabiya ha ne kiribe, yek bi yek werin mizgeftê û sûnd bixwin. [9343 qaso_sesev] Eger hûn sûnd nexwin, wê mesele pîs bigere. [9344 qaso_sesev] Îcar eger bi rastî ev yeka ha ne bi destê we bûbe, wek camêran sûndê bixwin. [9345 qaso_sesev] Sûnd ji bo we ne kêmanî ye.« [9346 qaso_sesev] Civat ecêbmayî ma. [9347 qaso_sesev] Ew li bendî tiştekî din bûn, tiştekî din derket holê. [9348 qaso_sesev] Heryek ji hindama xwe de keliya, »Wî deremêt xistiye bin xaniyê xwe, ew çi kûçike ku em jê re sûnd bixwin!..« [9349 qaso_sesev] Zibêr rabû û destê xwe bi ser melê de hejand: [9350 qaso_sesev] »Hîn ji serî de dest bi derewan kiriye. [9351 qaso_sesev] Dilê wî li kê bişehetiya belkî me qebûl bikira, lê ma Temo ê dilşehitandinê ye, hi! [9352 qaso_sesev] Ew wek melayiketekî ye...« [9353 qaso_sesev] Heso serokatiya xwe bi kar anî û bi haweyê ku ji berê de qerara xwe dabe, dest bi peyvê kir: [9354 qaso_sesev] »Herkes bila devê xwe bigire û li min guhdar bike! [9355 qaso_sesev] Em ê yek bi yek ji wan re sûnd bixwin ku hayê me ji vê meseleyê çênebûye, ewqas. [9356 qaso_sesev] Seyda dirêj neke, rabe here mizgeftê!« [9357 qaso_sesev] Di eslê xwe de kêfa sextekarên wek Zibêr pir hatibû ku bûyera şevê din ne mayin, deremêt bûye. [9358 qaso_sesev] Lê ji herkesî bêtir jî wî sûndxwarin bi xwe ne xweş dianî. [9359 qaso_sesev] Tirsonekê herî mezin ew bû û di vê bêhnikê de jî mêrxasiya herî mezin wî dikir. [9360 qaso_sesev] Bilind dipeyivî û sûnd di derbarê tirsonekiyê de rave dikir. [9361 qaso_sesev] Ji civatê jî destek distend. [9362 qaso_sesev] Heso xwe aciz kir. [9363 qaso_sesev] Destê xwe ê rastê bilind kir û lê hejand: [9364 qaso_sesev] »Zibêr min nekufirîne, li cihê xwe rûne û devê xwe bigire!« [9365 qaso_sesev] Kenêr xwe avêt pişt: [9366 qaso_sesev] »Apê Heso rast dibêje, em mecbûrê sûndê ne. [9367 qaso_sesev] Helbet hinekan deremêt xistine bin xênî. [9368 qaso_sesev] Îcar dibe ku mirov karibe qesda kuştina xwe, lê mirov nikare qesda kuştina temamê kufletê xwe bike. [9369 qaso_sesev] Ez bawer nakim ku Circîs deremêt xistibe bin xaniyê xwe. [9370 qaso_sesev] Li vê mentîqê gelek dijminên me hene. [9371 qaso_sesev] Hin ji wan bi bafîka ku me bi hev bidin kuştin, deremêt xistine bin xaniyê mêrik. [9372 qaso_sesev] Çima hûn hişê xwe nayînin serê xwe, weh! [9373 qaso_sesev] Sûndxwarina me ji ne sûndxwarinê çêtir e. [9374 qaso_sesev] Gava ku me sûnd ne xwar û me şer derxist, wê xelk ji me re çi nebêjin!..« [9375 qaso_sesev] Mele çû. [9376 qaso_sesev] Sarê dengê wan bihîstibû. [9377 qaso_sesev] Ji aliyekî de kêfa wê hatibû ku mayin bi qaçaxçiyan de ne teqiyane û ji aliyekî de jî aciz bûbû ku pizûrî bi karekî wilo xerab rabûbûn. [9378 qaso_sesev] Dilê wê li Simo dişehetî. [9379 qaso_sesev] Lê Simo jî bêşêwira Heso wê nikarîba ev bûyer bikira. [9380 qaso_sesev] Wilo difikirî. [9381 qaso_sesev] Civatê Temo peyivandibû. [9382 qaso_sesev] Eger Heso berî wî ne gotiba »Temo, heta destê sibehê li ba min bû«, Temo wê rasterast bipeyiviya. [9383 qaso_sesev] Zena pizûriyan hemiyan li ser Simo civiya bû û wî jî habela li xwe dida mandelê. [9384 qaso_sesev] Li çavê Kenêr û Heso temaşe dikir û sûndên herî mezin dixwarin. [9385 qaso_sesev] Xelef da pêşiya pizûriyan û berê xwe dan mizgeftê. [9386 qaso_sesev] Necîmê hûrî, Mîrzo û mele li mizgeftê bûn. [9387 qaso_sesev] Ji bilî Reşo û Heso mêrên pizûriyan bi carekê ve li ser ku hayê wan ji bûyerê ne bûye, sûnd xwarin. [9388 qaso_sesev] Hûto li ber garanê bû. [9389 qaso_sesev] Li gund ba jî qîmet ne dikir ji xwe. [9390 qaso_sesev] Circîs ne dihişt ku ew sûnd bixwe. [9391 qaso_sesev] Melê piştî ku pizûrî sûnd dan, bi Qurana xwe ve hat odê. [9392 qaso_sesev] Di vê bêhnikê de dîsa civat digeriya. [9393 qaso_sesev] Pizûrî yek yek, dudu dudu dihatin odê. [9394 qaso_sesev] Mele li himber Heso çong berdan erdê: [9395 qaso_sesev] »Bibêje, bi vê Quranê min deremêt ne xistine bin xaniyê Circîs; bi vê Quranê hayê min bi deremêtan ne ketiye; bi vê Quranê ez nizanim bê kê deremêt xistine bin xênî!« [9396 qaso_sesev] Heso sekinî û keserek veda. [9397 qaso_sesev] Çavên xwe li ser zilaman gerandin û dûv re jî ziq li melê nerî. [9398 qaso_sesev] Destên xwe bi hev firkandin û ber bi Quranê de bir. [9399 qaso_sesev] Destê xwe ê rastê bilind kir, devê xwe dagirt û dîsa sekinî. [9400 qaso_sesev] Sarê bêhna xwe teng kir: [9401 qaso_sesev] »Sûnd bixwe ku Quran li ser dilê te xîne, hey deh top li rih keto! [9402 qaso_sesev] Te ew kafirî kiriye, te te te!..»got û bi lez ji odê derket. [9403 qaso_sesev] Heso bi haweyekî cidî ji civatê re got: [9404 qaso_sesev] »Min û seyda bi tenê bihêlin.« [9405 qaso_sesev] Hevalbendên wî ode terk kirin. [9406 qaso_sesev] Kenêr piştî ku li Heso nerî û hinekî tê de fikirî, giran giran meşiya û çû. [9407 qaso_sesev] »Seyda, ez naxwazim sûnd bixwim. [9408 qaso_sesev] Min fêm bike.« [9409 qaso_sesev] »Heso, ez te fêm dikim û dilê min jî ji te re dixwaze; lê ez ê nebim şirîkê gunehê te. [9410 qaso_sesev] Ez mirovekî misilman û xwedaperest im. [9411 qaso_sesev] Di vê sûnddanê de Circîs ez kirime wekîlê xwe. [9412 qaso_sesev] Û min jî qebûl kiriye. [9413 qaso_sesev] Ez nikarim bextê xwe biavêjim. [9414 qaso_sesev] Tu çawa bikî, ez ê jî wê ji Circîs re bibêjim ewqas. [9415 qaso_sesev] Tu sûnd dixwî, yan na?« [9416 qaso_sesev] Heso fikirî û melê jî dengê xwe ne kir. [9417 qaso_sesev] »Ez sûnd nexwim, wê ev mesele li ser min bîmîne. [9418 qaso_sesev] Wî çaxî jî şerekî nuh li dar dikeve. [9419 qaso_sesev] Em ê gelek mêran ji hev bikujin. [9420 qaso_sesev] Ev ne bû. [9421 qaso_sesev] Ez sûnd bixwim, wî çaxî jî wê Xwedê li min bê xezebê. [9422 qaso_sesev] Ez yekî bi tenê me. [9423 qaso_sesev] Hema Xwedê çi dike ji min bila bike. [9424 qaso_sesev] Ev baş e« got û çavên xwe girtin. [9425 qaso_sesev] Bi haweyê ku Quran pê nehise, pir bi dizî serê tilîkên destê xwe ê rastê gihand Quranê û ji nişkê ve li bin zikê xênî nerî. [9426 qaso_sesev] Pêşiyekî li hewa dilîst. [9427 qaso_sesev] Wî hinera mejiyê xwe bi carekê ve li ser vî pêşî civand. [9428 qaso_sesev] Pêşî di hindurê çavên wî de lîst û bi qasî gayekî mezin bû. [9429 qaso_sesev] Di hikmê neh, deh saniyan de ji mezinahiya vî pêşî, hindur yekser reş bû. [9430 qaso_sesev] Heso xwe çeng kir melê. [9431 qaso_sesev] Devê xwe xist sênga wî û wek zarokan giriya. [9432 qaso_sesev] Dilê mele pê şewitî, wî jî dest bi girî kir û bi xwedayê xwe re peyivî: [9433 qaso_sesev] »Ya rebî tu xefûr û kerîm î. [9434 qaso_sesev] Ez dizanim ku te ecêbek mezin şanî vî ebdê xwe ê gunehkar kir. [9435 qaso_sesev] Lê ya rebî min bibexişîne, ez mecbûrê ku avekê li vî agirî bikim. [9436 qaso_sesev] Wê hevdu bikujin. [9437 qaso_sesev] Şeref û namûs û erz û eyalên wan, wê di nav lingên romiyên teres de bitelife. [9438 qaso_sesev] Bila rûreşî barê min, dojeh mala min be û namûsa vî miletî nekeve nav lepên eskerên tirko! [9439 qaso_sesev] Ez ê bextê xwe xerab bikim û ji Circîs re bibêjim ku Heso sûnd xwariye« û bi lez rabû. [9440 qaso_sesev] Wek gule pekiya hewşê. [9441 qaso_sesev] Li Kenêr qelibî, şiqamek li bin guhê wî xist û bi zirt bangî Sarê kir: [9442 qaso_sesev] »Circîs dixwaze ku Reşo jî sûnd bixwe!« [9443 qaso_sesev] Sarê di cih de soro moro bû û yekser ew bersivand: [9444 qaso_sesev] »Dinya jî xerab bibe ez nahêlim ku Reşoyê min sûnd bixwe. [9445 qaso_sesev] Hemû çûne ser kufirê, tîra Xwedê di wan de nare!« Destê xwe ber bi Reşo vekir: »Kafirno, hîn şitil e, şitil! [9446 qaso_sesev] Hûn ê çawa destê wî li Quranê xînin!« [9447 qaso_sesev] Melê Quran bilind kir ku li erdê xîne. [9448 qaso_sesev] Di cih de poşman bû. [9449 qaso_sesev] Quran hejand û berizî Sarê. [9450 qaso_sesev] »Nalet li te jî bê, nalet li we hemiyan bê, Xwedê xezebê li we bibarîne! [9451 qaso_sesev] Temam bila Reşoyê te jî sûnd nexwe!« [9452 qaso_sesev] »Waweylê waweylê li min pepûkê, ev mele jî dîn kirin!« [9453 qaso_sesev] »Hiş nepeyive!« melê got û ber bi mala Circîs de lezand. [9454 qaso_sesev] Sala 1977an [9455 qaso_sesev] Mele Salar ji Circîs re bextê xwe avêtibû ku Heso û Reşo jî sûnd xwarine. [9456 qaso_sesev] Lê digel vî haweyî Circîs dîsa jî rehet rûnanê û li Reşo gilî dike. [9457 qaso_sesev] Polîs ji dibistanê Reşo digirin û wî teslîmî qereqola Sitilîlê dikin. [9458 qaso_sesev] Mele û Sarê bêhnçikyayî diçin Sitilîlê, xwe diavêjin tor û bextê başçawîş. [9459 qaso_sesev] Çil û sê hezar lîreyên Heso ên girêdayî hebûn. [9460 qaso_sesev] Sarê pereyan hemî bi xwe re hiltîne, kîsikê pereyan li ber başçawîş vala dike û dibêje, »Lawê min berde û ev pere hemû ji te re.« [9461 qaso_sesev] Ji ber ku lawê wê di kontrola polîsan de hatibû qereqolê, başçawîş rasterast nikarîbû lawik berda. [9462 qaso_sesev] Mecbûr bû ku ew bişanda dadgehê. [9463 qaso_sesev] Soz dide Sarê ku wê Reşo li dadgehê bê berdan. [9464 qaso_sesev] Piştî ku başçawîş 43 hezar wereqeyan berdide bêrîka xwe, hema di cihê cih de bi Reşo re du cendirman kar dike û wan dişîne Nisêbînê. [9465 qaso_sesev] Di eynî rojê de wî derdixînin dadgehê. [9466 qaso_sesev] Lê mixabin dadger jî dinyayê bi ser serê Sarê de diherifîne û Reşoyê wê tewqîf dike. [9467 qaso_sesev] Polîs Reşo dibin girtîgehê, Sarê li Nisêbînê dimîne û mele jî teqeze texsiyekê kirê dike û berê xwe dide bajarê Batmanê. [9468 qaso_sesev] Mele, Xalitê ku endamê PDKTyê bû bi xwe re radike û bi şev digirin ser mala Circîs. [9469 qaso_sesev] Wî xewle dikin û jê re dibêjin: [9470 qaso_sesev] »Du rê ji te re hene; ya tû ê îfada xwe ji ser Reşo biguherînî û ya jî kuştina te!« [9471 qaso_sesev] Circîs ji desthilanîn dikeve. [9472 qaso_sesev] A din î rojê Salar û Circîs diçin Nisêbînê. [9473 qaso_sesev] Circîs îfada xwe diguherîne. [9474 qaso_sesev] Piştî panzdeh rojan Reşo tê berdan û Circîs jî ji şahidiya bi derewan, sê mehan ceze dixwe. [9475 qaso_sesev] Bi tewqîfkirina wî kêfa Sarê pir hatibû. [9476 qaso_sesev] Reşo sitûna dilê wê bû. [9477 qaso_sesev] Dê jê re bûba pîlot û bi balafiran agir li ser qereqolan bibaranda. [9478 qaso_sesev] Bi hezaran esker dikuştin û ji herêmê zilm radikir. [9479 qaso_sesev] Ji bo kuştina eskerekî ne çil û sê hezar, wê temamê malê xwe feda dikir. [9480 qaso_sesev] Ji ber vê yekê bû ku alîkarî bi ên wek Xalit re dikir. [9481 qaso_sesev] Dijminê eskeran kî diba bila bûba, dostên wê bûn. [9482 qaso_sesev] Eger bi qasî serê derziyê dijminahiyeke Circîs bi eskeran re bûba, Sarê ya Heso hedayet dikir û ya jî dikuşt. [9483 qaso_sesev] Di civatê de, wê bi xwe ev gotina ha dikir. [9484 qaso_sesev] Panzdeh rojan li Nisêbînê mabû. [9485 qaso_sesev] Bi roj li ber deriyê girtîgehê bûbû pepûk û bi şev jî mîna guran bi seetan li derdora girtîgehê geriyabû. [9486 qaso_sesev] Reşo ji bo wê hertişt bû. [9487 qaso_sesev] Di hikmê şeş salan de, li Zorava û temamê herêmê gelek tişt hatibûn guhertin. [9488 qaso_sesev] Zoraviyan bi dû girtina Circîs de tu carî bi hev re şer ne kirin. [9489 qaso_sesev] Bêî ku hin wan li hev bînin, li hev hatibûn. [9490 qaso_sesev] Lê têkiliyên wan jî pir bi sînor bûn. [9491 qaso_sesev] Ne diçûn malên hev, xerabiya hev jî ne dikirin. [9492 qaso_sesev] Bêşa ku başçawîş diavêt ser gund, bi hev re didan hev û bêş teslîmî Bedran dikirin. [9493 qaso_sesev] Gelek ji wan dewlemend bûbûn. [9494 qaso_sesev] Heso terektorek û texsiyek kirîbû. [9495 qaso_sesev] Circîs jî du texsî û terektoreke xwe hebû. [9496 qaso_sesev] Zoraviyan pênc texsî û sê terektor kirîbûn. [9497 qaso_sesev] Reşo û lawê Îdrîs Serdar ku neviyê Circîs bû, herduyan jî di imtihanên unîversîteyê de zanîngeha hiqûqê a Enqerê qezenc kiribûn. [9498 qaso_sesev] Li vê zanîngehê Reşo du salan û Serdar jî du sal û nîvan dixwîne. [9499 qaso_sesev] Di salên xwendinê de bêî ku ji malbatê hin bi wan bihisin, Reşo beşdarî nav refê rêxistina »Partiya Komunîstên Proleterên Kurdistanê PPKK« û Serdar jî beşdarî nav refê PKGKê dibe. [9500 qaso_sesev] Ji bavên xwe bi hesabê ku xwendinê dikin, pereyan distînin û di xebata rêxistinî de bi kar tînin. [9501 qaso_sesev] Sarê bi armanca ku Reşo ne bûbû pîlot xwe jê xeyidandibû. [9502 qaso_sesev] Xwe aciz dikir û digot: [9503 qaso_sesev] »Kûçik lawê kûçik, ji Sarê re qereqol fetih kirin, hi! [9504 qaso_sesev] Şîrheramo, heq û hiqûq û edalet û medaletê dixwîne, tirrr! [9505 qaso_sesev] Wê di mehkeman de heqê mîhê li ba gur biparêze, bênamûs lawê bênamûsan!..« [9506 qaso_sesev] Mafir, Reşo piştî ku jê re dibêje, »Ji kurdan re pîlotî qedexe ye... « û ew jî bawer dike, dîsa jî haş nabe. [9507 qaso_sesev] »Ma te nikarîbû mektêbên ku bombe û sîlehan çêdikin jî bixwenda, hi!« dibêje û pê re li hev nayê. [9508 qaso_sesev] Lawê Kenêr Restem û ê Erol Sînan li Diyarbekirê zanîngeha tibê, lawê Zibêr Aydin li Stenbolê li zanîngehê beşê edebiyat û zimên, lawê Luqmên Bişar li Enqerê enstîtu beşê metamatîkê û lawê Bozan jî li Stenbolê mihendizî dixwend. [9509 qaso_sesev] Gelek xort jî bûbûn mamoste. [9510 qaso_sesev] Herêm ji xwendekaran tije bûbû. [9511 qaso_sesev] Ji sala 1970î û vir ve xwendekarên kurdan »Partiya Kominîstên Gundiyên Kurdistanê PKGK, Partiya Herî Kominîstên Kurdistanê PHKK, Partiya Sosyalîstên Memûrên Kurdistanê PSMK, Partiya Maoîstên Kurdistanê PMK û Partiya Reel Kominîstên Kurdistanê PRKK« damezirandibûn. [9512 qaso_sesev] Hemiyan jî doza dewleteke kurdî dikirin. [9513 qaso_sesev] Bi damezirandina van partiyan re, li gundan berberî rabûbû. [9514 qaso_sesev] Têkiliyên navbera xelkê, polîs û eskerên dewletê bi sînor bûbûn. [9515 qaso_sesev] Bêş rabûbû. [9516 qaso_sesev] Li polîsxana Nisêbîne êşkence her çiqasî bi temamî ranebûbû jî, bi êşkencê kesek ne dihat kuştin. [9517 qaso_sesev] Li qereqola Sitilîlê û temamê qereqolên gundan êşkence rabûbû. [9518 qaso_sesev] Başçawîşan ji gundiyan re »yoldaş« digotin. [9519 qaso_sesev] Başçawîşê Sitilîlê Mustafa li qahwê bi zilaman re bi kaxetan û Fatîme xanim jî bi xortan re bi gokê dilîst. [9520 qaso_sesev] Vê jinikê berî xortên herêmê di xwe de şoreş kiribû. [9521 qaso_sesev] Gava bi xortan re bi gokê dilîst, te digot qey li ber behra Mêrsînê ye, tena derpî û bi sudyen dilîst. [9522 qaso_sesev] Xwendekaran keça Zeroyê sitilîlî Hedo revandibûn çolê û kuştibûn. [9523 qaso_sesev] Bavê wê ji gund bar kiribû. [9524 qaso_sesev] Kelkela germa havînê ye. [9525 qaso_sesev] Rivîn ji taht û latan diçin. [9526 qaso_sesev] Bêhna êgir ji erdê tê, erd dikele; mîna ku agirekî mezin di binê erdê de hatiye dadan, pêtî ji qelşan dide der. [9527 qaso_sesev] Hawêrdor rewrewk girtine, leylan leylanê hiltîne. [9528 qaso_sesev] Pûş û pelax qemirî ye û di bin lingên çûkan de dişike. [9529 qaso_sesev] Pişta zinaran bûne wek sêlek sor. [9530 qaso_sesev] Çûkan xwe berdane bin sîdaran. [9531 qaso_sesev] Zimanê kûçikan di tûlê de kişiyane; tu tivingan berdî wan ji cihê xwe dernakevin. [9532 qaso_sesev] Cil bûne pîşo. [9533 qaso_sesev] Ji rivînan bêvila mirov dişewite, bêhn dernakeve. [9534 qaso_sesev] Çirûskeke agir dikare deşt û çiyê bişewitîne. [9535 qaso_sesev] Heso tena bêceme û fanêreyê sertazî li ser kulêv di nav koma pizûriyan de rûniştiye û çayê vedixwe. [9536 qaso_sesev] Sê xortên bi çek derbasî odê bûn. [9537 qaso_sesev] Dudu jê bi demaçe, yek bi keleşkof e. [9538 qaso_sesev] Demaça yekî map ya ê din astrake nehderbî ye. [9539 qaso_sesev] Yek jê simbêlbor, yek simbêlhej û ê din jî simbêlşor e. [9540 qaso_sesev] Şekalên hersêyan jî meqab in; bi çakêt û bi pantor in û li serê xwe jî çefiyên soringî pêçane. [9541 qaso_sesev] Yekî ji wan qazaxekî bi berstik li xwe kiriye. [9542 qaso_sesev] Yê simbêlşor bi qapût e jî. [9543 qaso_sesev] Qapût li qama wî a kin naxwe. [9544 qaso_sesev] Ne dikenin, ne digirîn. [9545 qaso_sesev] Madê wan ne tirş e, lê pir jî cidî ne. [9546 qaso_sesev] Ji xwêhdanê bûne av. [9547 qaso_sesev] Serê zendika çakêtê xortê ku li ber derî sekiniye, şil bûye. [9548 qaso_sesev] Çavên wan di xwêhdanê de bûne bizot. [9549 qaso_sesev] Hilm ji serê ê pêşî diçe. [9550 qaso_sesev] Çavên wî jî terifî xuya dikin. [9551 qaso_sesev] Çend tayên xernûfê bi pişta çakêtê xortê qamqutî ve ye. [9552 qaso_sesev] Qilçixên simbilên genimî bi qeytana şekalên hemiyan ve zeliqîne. [9553 qaso_sesev] Qurîncek jî bi wan ve hene. [9554 qaso_sesev] Çekdaran bi hevdu re gotin: [9555 qaso_sesev] »Merheba ji civata we re!« [9556 qaso_sesev] Mele berî herkesî rabû ser xwe. [9557 qaso_sesev] Sadiq pêrgî wan çû. [9558 qaso_sesev] Heso dengê xwe bi ser ê civatê xist: [9559 qaso_sesev] »Wey merheba û hezar carî merheba ji we re. [9560 qaso_sesev] Hûn di ser herdu çavên min re hatin. [9561 qaso_sesev] Kerem bikin rûnin. [9562 qaso_sesev] Temo, ji van xortên delal re pêşî xwarinê û dûv re jî çayeke giran bîne...« [9563 qaso_sesev] Piştî ku şekalên xwe eskerkî rêz kirin, hersê jî li kêleka hev û li himber Heso rûniştin. [9564 qaso_sesev] Ne çakêt û ne jî çefî ji serê xwe kirin. [9565 qaso_sesev] Xortê simbêlşor bi haweyê ku qêpût ji xwe bike, li ê simbêlbor nerî û di cih de jî berê xwe jê guhert. [9566 qaso_sesev] Qapût ji xwe ne kir. [9567 qaso_sesev] Çarmêrkî rûniştin. [9568 qaso_sesev] Zibêr çixare li ber wan gerand, Kenêr çeqmaq pêxist û Miho jî satileke av anî. [9569 qaso_sesev] Yekî ji wan çixare ne dikişand. [9570 qaso_sesev] Heso ew nas ne dikirin. [9571 qaso_sesev] Lê Mele Salar yek ji wan nas dikir. [9572 qaso_sesev] Heso: [9573 qaso_sesev] »Xortino li qisûrê nenerin, lê ez telebên bi sîleh nuh dibînim. [9574 qaso_sesev] Ma ev hûn ji kîjan partiyê ne, eyb nebe?« [9575 qaso_sesev] Xortê ku simbêlbor bû bi haweyekî kemlan peyivî: [9576 qaso_sesev] »Apo, em ji Partiya Komunîstên Proleterên Kurdistanê ne.« [9577 qaso_sesev] »Wilehî navê we mîna ku hinekî bi min ecêb hat. [9578 qaso_sesev] Lawo li qisûra min nenerin, ez tiştekî di dilê xwe de nahêlim. [9579 qaso_sesev] Ez mirovekî deqarû me.« [9580 qaso_sesev] Piştî ku xortê simbêlşor got: [9581 qaso_sesev] »Şoreşgerî ji xwe ev bi xwe ye, apo« û hema pê re li ê simbêlbor nerî. [9582 qaso_sesev] »Wek we, gelek partiyên teleban tên vir û diçin. [9583 qaso_sesev] Herkes tiştekî dibêje... Îcar hûn ê bi çi rêyê Kurdistanê ji bin zilma tirko xelas bikin?« [9584 qaso_sesev] Xortê ku Simbêlbor bû, pêşî çep û rast simbêlên xwe firkandin. [9585 qaso_sesev] Dûv re jî boqên simbêlan berjêr kirin, lêva qalind di bin wan de wek sefirneyekê xuya kir. [9586 qaso_sesev] »Em ê bi devê tivingê kurd û Kurdistanê xelas bikin, apo...« [9587 qaso_sesev] Wî xwest ku dirêj bike, Heso rê nedayê. [9588 qaso_sesev] Gelek caran li ên wek wan guhdar kiribû. [9589 qaso_sesev] Dizanîbû ku gotina wan nebire, ew ê bibêjin û hey bibêjin. [9590 qaso_sesev] »Ev baş bû. [9591 qaso_sesev] Rast e, ku ne bi devê tivingê be, tiştek safî nabe. [9592 qaso_sesev] Ma lawo navê serokê we çi ye?« [9593 qaso_sesev] Simbêlşor: [9594 qaso_sesev] »Apê Heso, navê serokê me Circîs Bîtîren e, lê em jê re Reyis dibêjin.« [9595 qaso_sesev] Heso wek hespê ku ji mêr bicefile, rimekê bilind bû. [9596 qaso_sesev] Çavên wî wek du tasan vebûn. [9597 qaso_sesev] Sênga xwe heta bi çongan tewand, serê xwe ber bi wan de bir û rakir: [9598 qaso_sesev] »Te go çi yabo qurbano? [9599 qaso_sesev] Te go çiii?« [1] Biracan, Belê, newroz îsal ji salên berê guhertî hate pîrozkirin. [2 rosan_dar] Çend meh berê Belediya Diyarbekirê li ser daxwaza rûniştvanên bajêr biryar dabû, da ko newroz bi şêweyeke dewlemend bête pîrozkirin. [3 rosan_dar] Vêca ez dê li gorî ko zimanê min bigere, taqeta min ya nivisînê dest bide, ji we re şahî û şêweya pîrozkirina newroza îsal binîm ziman. [4 rosan_dar] Bi nivîsê, bi kelîmeyan liberçavraxistina şahiyên newrozê bi hemî xweşî û rengan di vê nameyê de dijwar e. [5 rosan_dar] Lê ji ber xusûsiyeta namenivisînê van rêzên han dinivîsim. [6 rosan_dar] Heke paşê wextê we hebe û hûn li fîlmên şahiyên newrozê temaşe bikin, hûn dê têbigêhin mebesta min çi ye. [7 rosan_dar] Ez dixwazim şahî û pîroziyên vê rojê di bin çend xalan de nîşan bikim. [8 rosan_dar] Li vir ev tiştên, ez dê ji bo we bînim ber çavan ne yên ko tenê min bi xwe dîtine, herweha şahiyên ko li cihên din çêbûne jî bi rêya hevalên xwe ez dê ji we re diyar bikim. [9 rosan_dar] Bêî ko dirêj bikim û serê we biêşînim, de ka werin em bi hev re rasterast herin temaşeya operaya Memê Alan. [10 rosan_dar] Êvara newrozê, piştî ko tariyê erd hilçinî, di saet heştan de, li navenda tiyatroyê operaya Memê Alan dest pê kir. [11 rosan_dar] Li salonê cihekî tenê jî vala ne mabû. [12 rosan_dar] Li gel ko navenda tiyatroyê ciheke mezin e jî, cardin mirov dil dikir ko saloneke mezintir dê çêtir bana. [13 rosan_dar] Ji ber ev cara yekemîn bû ko destana Memê Alan li bajarê Amedê bi awayeke rêkûpêk li pêş çavan mîna tabloyeke rengîn ko hunermendek rengên xwe li ser tabloyê bi sebir û diqet bi cih bike dihate vejandin. [14 rosan_dar] Herçiqas êvara newrozê bi sedan kes li ber deriyê navenda tiyatroyê, ji bo ko bilêtek bi dest bixin civiyan jî, çi mixabin hêviya wan bi cîh ne hat. [15 rosan_dar] Ji xwe bilêtin vê şevê du meh berê xilas bû bûn. [16 rosan_dar] Dihate gotin ko vê carê peyayên bazara reş, reşfiroş bêkar mabûn. [17 rosan_dar] Ez pir dilşikestî me, ji ber ko ez nikarim vê Operayê bi nivîsê, bi hemî huner û xweşiya wê û di wexta temaşekirinê de ew hestên bi mirovî re peyda dibin, bînim ziman. [18 rosan_dar] Lê belê gava mirovî temaşayî operayê dikir, mirov diçû dinya û jiyaneke din. [19 rosan_dar] Li wê dinyayê mêr hebûn bi xof û heybet bûn. [20 rosan_dar] Jin hebûn bi rindiya xwe horî bûn. [21 rosan_dar] Mirov geh li buhiştê geh li dojehê bû. [22 rosan_dar] Geh li xewnên şêrîn, geh li zindanê bû. [23 rosan_dar] Xewn û xeyal, tirs û heybet, mêranî û bêbextî, qencî û nerindî, hejarî û dewlemendî, hevaltî û neyarî, evîndarî û kîndarî, bi kurtî te digote mirov birek ji dîroka însaniyetê dijî. [24 rosan_dar] Hemî ev şêweyên tabloyan li ber çavên mirovî şikil digirtin û dihatin guhertin. [25 rosan_dar] Bi rehetî ez dikarim bêjim ko rihê dengbêjên me yên koçkirî şah bû. [26 rosan_dar] Dengê hunermendan pêl bi pêl, di nav gelî û newalan, di ser çiyan re li asîmanê welatê me bi çar aliyan ve xweşî û şadî belav kir. [27 rosan_dar] Dibêjin, îşev li asîmanê çiyayê Agrî, stêrka Ehmedê Xanî ji her şevê bêtir şewq dida. [28 rosan_dar] Gelek kes kelegirî bûn. [29 rosan_dar] Keçên ciwan ji ber evîna Mem û Zînê di wê salona tarî de bihar û payîz bi bîr anîn. [30 rosan_dar] Xortên ciwan ji wan ne kêmtir bûn. [31 rosan_dar] Heke dest bida dê gelek ciwanmêran êriş bibirana ser sehneyê ji bo tolhildana Memê. [32 rosan_dar] Belê, mirov nizane di temaşa vê operayê de çi his bi temaşevanan re peydabûn. [33 rosan_dar] Tenê Xwedê û hisdarên me dizanin kîjan hest di ruhê wan de vejiyan... [34 rosan_dar] Di êvara newrozê de televîzyonê ev opera yekser nîşan dida. [35 rosan_dar] Kesên ko ne karibûn biçin temaşeyê qîma xwe bi televîzyonê anîn. [36 rosan_dar] Lê divê bête gotin ko piştî bidawîbûna operayê, vê êvara newrozê temaşevanên operayê, bi xeyalên cûr bi cûr xwe berdan nav tarîtiya şevê. [37 rosan_dar] Her mirovek bi xeyal û hêviyên xwe, bi raman û daxwazin xwe kêfxweş an xemgîn... [38 rosan_dar] Helbet pîrozkirina newrozê ne tenê bi operaya Memê Alan dihate pê. [39 rosan_dar] Piştî operayê li ser daxwaza hin hevalan em li helîkopterekî siwar bûn da ko em gerekê li asîmanê Diyarbekirê pêk bînin û fekin, ka di vê şeva tarî de ji bilindahiyê bajêr çawa xuya dike. [40 rosan_dar] Li min bibihurin. [41 rosan_dar] Ez dizanim taswîreke têr nahête pêş. [42 rosan_dar] Lê wek min berê jî gotibû ez dê hewl bidim da ko bi kêmasî dîmenekê li ber çavên we biafirînim heke ev dîmen pir rengîn ne be jî. [43 rosan_dar] Belê, em bi helîkopterê li asîmanê Diyarbekirê di tariya şeva newrozê de digerin. [44 rosan_dar] Ji siûdê me re, tu ewrek li asîman naxuye. [45 rosan_dar] Şeveke çîlsayî. [46 rosan_dar] Li asîman stêrk bi hemî xweşiya xwe li me temaşe dikin. [47 rosan_dar] Ji her şevê zêdetir bi ronahî ne. [48 rosan_dar] Tu dibê qey ew jî îşev newrozê bi me re pîroz dikin. [49 rosan_dar] Ji jor de em temaşe dikin, bajar di nav rengan de maye. [50 rosan_dar] Ma gelo ev heftreng e, di vê şeva tarî de xuya dibe?! [51 rosan_dar] Na na. [52 rosan_dar] Ev heftrenga me ye. [53 rosan_dar] Heftrenga newrozê ye. [54 rosan_dar] Belê, gava em nêzîkî li bajarê Amedê yê kevin, bircên li bajêr pêçayî dikin, bi xweşiya dîmena xuyayî mirov dikeve nav xeyalan. [55 rosan_dar] Bircên Diyarbekirê seranser hatine xemilandin. [56 rosan_dar] Ronahî wek avê diherike. [57 rosan_dar] Bircên rengîn li ber çavên mirovî şiklên pircûre distînin. [58 rosan_dar] Carina wek keziyên hunandî yên Xeca li çiyayê Sîpanê dihêne xuyakirin. [59 rosan_dar] Heger mirov hay jê nebe ko di helîkopterekê de ye, bê guman mirov dil dike ko xwe ji jor berde nav vê daristana keziyan... Bi tevgera helîkopterê îcar wêneyeke din dihê vejînê. [60 rosan_dar] Bircên Amedê kofiyên jinên kurdan dihînin ber çavên mirovî. [61 rosan_dar] Ew kofiyên rengîn, bi zêran xemilandî xuya dibin. [62 rosan_dar] Amed li ber çavên mirov dibe wek jineke bedew, ko di tariya şevê de dilive. [63 rosan_dar] Avahiyên bilind, keziyên hunandî, bircên belek tabloya hunermend temam dikin. [64 rosan_dar] Dilê mirov bi pêl dibe, germbûna canê mirov bihêzgerîna xwînê dixe bîra mirovî. [65 rosan_dar] Em li asîmanê Amedê, bi dilekî germ li dilê bajêr temaşe dikin... [66 rosan_dar] Li rojhelata bajar çemê Dîcle diherike. [67 rosan_dar] Ji ber ronahiya bajêr, dema mirov ji jor mêze dike, dibîne ko Dîcle bi şêweyeke din diherike, ronahiyê ava Dîcle guhertiye. [68 rosan_dar] Ji pêl û herikandina avê nebe ez dê bêjim ew ne Dîcle ye... Agirê newrozê li ser birca bakûr ya herî bilind bi hemî pîroziya xwe ber bi asîmanî pêl dide. [69 rosan_dar] Tu dibê ji bo rizgarbûna Memo, Tacdîn xaniyê xwe şewitandiye. [70 rosan_dar] dî Padîşah li ser siniya ber xwe kakilên gozan nabîne. [71 rosan_dar] Agirê newrozê nema dara gozê tenê dihêle. [72 rosan_dar] Li asîmanê Amedê fîşekên hewayî diteqin. [73 rosan_dar] Belê, bi rengên guhertî li asîmanê bi fîşekên hewayî »newroz Pîroz Be« dihête nivisîn. [74 rosan_dar] Li bin asîmanê Diyarbekirê di vê şeva tarî de gelek tişt xuya dibin... Ez serê we neêşînim. [75 rosan_dar] Wek hûn dizanin roja newrozê em kar nakin. [76 rosan_dar] Cejn e. [77 rosan_dar] Piştî taştê em çend heval bi hev re derketin nav bajêr. [78 rosan_dar] Me got ka em binêrin di vê roja xweş de diyarbekirî çawa newroza xwe pîroz dikin. [79 rosan_dar] Me berê xwe da nav bajêr, bajarê qedîm. [80 rosan_dar] Li gel ko ne pêwist e ez bêjim jî, lê rûniştvanên bajêr bi cilên xwe yên neteweyî rengekî din didan vê rojê. [81 rosan_dar] Li ser riya xwe em pê hesiyan ko di nav bajêr de trafîk rawestaye. [82 rosan_dar] Paşê ji me re gotin ko ji ber şahiyê li nav bajêr trafîk dane rawestanê. [83 rosan_dar] Belê, ez çawa bêjim. [84 rosan_dar] Ji çar aliyên Amedê dengê def û zirnê bilind dibû. [85 rosan_dar] Di vê roja xweş de li ser daxwaza belediya Diyarbekirê ji belediyên bajarên me yên din grûbên govendê hatibûn hinartin. [86 rosan_dar] Nuha ji çar aliyên bajêr ev grûbên govendê bi lîstikên xwe yên mehelî, bi hunermendî li kolanên Amedê ber bi meydana Şêx Seîd diherikîn. [87 rosan_dar] Her grûbek bi kêmasî ji sed kesî pêk hatibû. [88 rosan_dar] Xortên çeleng, keçên bedew mil di milê hev de pêl bi pêl di tevgerê de bûn. [89 rosan_dar] Te di got qey mêrgên zozanan yên Serhedê ne, bayekî sivik vê deryaya gul û kulîlkan dihejîne. [90 rosan_dar] Xelkê bajêr li kêlekên riyan temaşeyî wan dikir. [91 rosan_dar] Hin caran, bi tilîlî û çepikên xwe, ew jî beşdarê govendê dibûn. [92 rosan_dar] Piştî grûbeke govendê grûbên tiyatro yên pêkenînê derdiketin. [93 rosan_dar] Herçî bi derketina wan komikan, zarok gelekî kêfxweş dibûn. [94 rosan_dar] Zarokan bi hewar û qêrîn dixwest li ser milên mezinên xwe temaşeyî wan komikên qeşmeran bikin. [95 rosan_dar] Bi rastî wan grûbên pêkenînê jî kêfeke cuda dida vê rojê û ji ser kêfa zarokan re tiştekî tune bû. [96 rosan_dar] Zarokan bi gulvedanek rengîn kêf dikir û dikeniyan... [97 rosan_dar] Piştî demekê ew grûbên govendê, hemî gihaştin meydana Şêx Seîdî. [98 rosan_dar] Li wê derê serokê belediyê axaftineke kurt kir. [99 rosan_dar] Piştî axaftinê vêca hemî grûban bi hev re, bi heft def û zirneyan govend girêdan. [100 rosan_dar] Bi vê dîmena xuyayî sosin, beybûn, pirpizêk, nêrgiz û gulvedana darên behîvan dihate ber çavên mirovî. [101 rosan_dar] Vê deng û dîmenê, wek vejîn û xumîna tebîetê ko di bihara welatê me de rûdide, bi şêweyeke tesîrkar di kurahiya hestên mirovî de xwe dida hiskirinê. [102 rosan_dar] Herê hûn dizanin û min berê jî gotibû; ez êdî nikarim vê tabloyê bînim zimanî. [103 rosan_dar] Xwezî şaîra me ya bi nav û deng, Binevşa Xezalê li vir bûya û ji bedêla min wê ji we re binivîsiya... [104 rosan_dar] Li der û dora Diyarbekirê, amedî li seyrangehan, li nav gul û kulîlkan, newrozê bi şahiyên renga reng pîroz dikin. [105 rosan_dar] Lê li vir berê ko ez ji bîr bikim, divê ez bêjim: Îro roj roja evîndaran e. [106 rosan_dar] Yên evîndar xwe ji malbatên xwe bi dûr diêxin, da ko nêzîkê dildarên xwe bibin. [107 rosan_dar] Bi sedan keç û xortên Amedê li rex çemê Dîcle dest li destê hev, di nav xewn û xeyalan de, bi gotinên şêrîn bi hev re dipeyîvin, ramîsanên hingivîn ji hev dixwazin... Gulên sor, gulên pembe û xemrî dibişkifin. [108 rosan_dar] Çemê Dîcle bi bar e, barê wî giran e, lê bi ken û kêfxweşî diherike. [109 rosan_dar] Ji Mem û Zîna Cizîra Botan re silavên keç û xortên Amedê dibe. [110 rosan_dar] Evîndar bi hêviya ko bêgehêjin Mem û Zînê qevdê kulîlkan, nêrgizan, gulên sor û xemrî diavêjin çemê evînê... Û dibêjin her sal di bîst û yekê Adarê de Mem û Zîn divejin û li kolanên Cizîra Botan, li rex çemê Dîcleyê tenê ji yên evîndar re xuya dibin... [111 rosan_dar] Ji birçînan em gêj bûn... Ji kêf û şahiya vê rojê me xwarin ji bîr kir. [112 rosan_dar] Em rabûn çûn malê. [113 rosan_dar] Me bêhna xwe stend û pişt re li kêleka sifreyeke mîrane em rûniştin me xwarin xwar... varê em dê herin stadyûma mezin. [114 rosan_dar] Belê, em nuha ketine hundirê stadyûmê û em li cihê xwe rûniştine. [115 rosan_dar] Hinek paşê dê program dest pê bike. [116 rosan_dar] Program ji çend babetan pêk dihê. [117 rosan_dar] Lê ez dê tenê ji we ra behsa piyesa Padîşahî bikim. [118 rosan_dar] Piyes ji alî Navenda Kulturê hatiye bidarxistin û bi şêweyeke hevdem hatiye şirovekirin. [119 rosan_dar] Li stadyûmê cihê vala ne maye. [120 rosan_dar] Nêzîkê bîst hezar temaşevan dê li piyesê fekin. [121 rosan_dar] Herweha tv jî dê yekser vê lîstikê nîşan bide. [122 rosan_dar] Belê, piyes bi kêmkirina ronahiyê û bi musîkeke xof dest pê dike. [123 rosan_dar] Pêlên ricfê mirovî digrin. [124 rosan_dar] Padîşahek bi hemî xof û nerindiya xwe, bi tevî leşkerên xwe ve dikeve hundir. [125 rosan_dar] Em niha li dinyayeke din, dinyayeke kevnar, ji vir bi hezar salan berê dijîn. [126 rosan_dar] Pêlên ronahiyê, cil û bergên padîşah û leşkerên wî, motîfên xuya dibin hemî bi hev re wan hestan bi insanî re çêdikin. [127 rosan_dar] Lîstikvan dipeyîvin, lê em dengê wan nabihîzin. [128 rosan_dar] Ji tevger û musîkê tiştên ko rûdidin mirov ji seyra piyesê fahm dike. [129 rosan_dar] Ji çar aliyên meydana piyesê hêdî hêdî mirovên din xuya dibin. [130 rosan_dar] Jiyana însanên wê demê xuya dibe. [131 rosan_dar] Em hesinkar, goçkar, şivan, cotyar, rezvan û gelek birên din ji xelkê dibînin. [132 rosan_dar] Padîşah ne rahet e. [133 rosan_dar] Eskerên wî di lez û bezê de ne. [134 rosan_dar] Pêlên xofa leşkerên padîşah tirsek mezin di nav xelkê de peyda dikin. [135 rosan_dar] Her roja ko diçe rûyê zemîn ber bi dojehê ve tê guhertin. [136 rosan_dar] Jiyan dibe ezabeke giran... Piştî demekê ji xelkê hin mirov dikevin tevgerê... Musîk mirovî dihejîne... Ji çar kenarên stadyûmê deng dihê... Çirûskên agirî dixuyên... Tîrêjên ronahiyê carna geş dibin. [137 rosan_dar] Bi keftelefteke mezin, di nav mij û duxanê de, ronahî tarîtiya şevê hiltîne. [138 rosan_dar] Padîşah û eskerên wî nikarin xwe li ber agirî û tîrêjên ronahiyê biparêzin. [139 rosan_dar] Musîk dihête guhertin. [140 rosan_dar] Kêfxweşî û şahî him bi musîk him jî bi piyesê dihê pîrozkirin... Bîst hezar temaşevan li çepikan didin... Amedî ji »dîroka« xwe rûpelin dijîn. [141 rosan_dar] Bi serbilindî û xemrevînî ji stadyûmê bi derdikevin. [142 rosan_dar] Ne dûr e ko wekî min di xewnên gelek temaşevanan de jî, piyes bête dubarekirin... [143 rosan_dar] Bi kurtî û bi giştî newroza me ya îsal li bajarê Amedê bi vê şêweyê hate pîrozkirin. [144 rosan_dar] Careke din newroza we hemiyan pîroz be. [145 rosan_dar] Her roja we bi şahî û kêfxweşiyê ji xeman bi dûr bi dawî bê. [146 rosan_dar] Ez li gundekî bi cih bûme; jiyana min, mala min, xweşî û nexweşiyên min, derbasbûna min hemî li vê derê ne. [147 rosan_dar] Dixwazim berî ko ez behsa xwe bikim, bi kurtî be jî, gundê xwe bidim naskirin. [148 rosan_dar] Berî ko ez bêm dinyayê û rehên xwe bera erdê bidim û bi xweşî li ser rûyê zemînê şax bidim û bilind bibim, avakarên vî gundî hatine li vir bi cih bûne û ev gund ava kirine. [149 rosan_dar] Di xortaniya xwe de, min carekê dil hebû ko ez ji gundiyan bipirsim ka gelo ew ji ko hatine, berê li ko bûn, lê çi mixabin min cesaret ne kir. [150 rosan_dar] Min got ew dê bi min bikenin; henekê xwe bi min bikin; dê bêjin tu kî yî, yê ko jiyan daye te em in; tu li ber destê me mezin bûyî; tu çawa pirsên welê ji me dikî! [151 rosan_dar] Ev gundê ez tê de dijîm li quntara çiyayekî bilind hatiye ava kirin. [152 rosan_dar] Erê rast e pir ne bilind e, lê li gorî der û dora xwe çiyayekî berz dihê qebûlkirin. [153 rosan_dar] Li quntara çiyê bi firehî yek-du û bi dirêjahî bi çend km pehnahiyek heye. [154 rosan_dar] Biniya vê pehnahiyê bilindahiyek -ku ji zincîra kevir û zinaran pêk dihê- mîna dîwarekî tebiî li biniya gund seranser rêz bûye. [155 rosan_dar] Ev cihê gund lê avabûye dişibe sedirekê; tu dibê qey ev gundê ha li ser vê sedirê rûniştiye; pişta xwe daye çiya û lingên xwe jî ber bi jêr ber dane. [156 rosan_dar] Li gorî gundên der û dor mezin e. [157 rosan_dar] Ji jor, serê çiyayî xaniyên gund mina meydaneke fireh xuya dibin; ji lewre serbanê wan bi hev ve girêdayî hatiye avakirin û pirrê caran dîwarê kêlekan bi cîranan re şirîk hatiye danîn. [158 rosan_dar] Kuçeyên navbera komikên xaniyan teng in û ji dûr zêde xuya nabin. [159 rosan_dar] Zivistanan hewa sar e; berf gelekî dibare; ji rojingên xaniyan duxaneke tenik bilind dibe; ji xwe gava yekî xerîb ji gundên pişt çiya bê û ji jor, ser çiyê, mêze bike eger ji duxan nebe dê bîr nebe ko gundekî mezin di bin berfa zivistanê de bi cih e. [160 rosan_dar] Hin bilindahiyên çiyê bi darên mazî pêçayî ne; lê hêla rojava rût û qut e. [161 rosan_dar] Niha jî baş tê bîra min, heta dema xortaniya min, ev der û dor hemî daristan bûn. [162 rosan_dar] Wê gavê gundê me jî ne zêde qelebalix bû. [163 rosan_dar] Di nav wan daristanan de her cure teyr û tilûr, heywan û dirinde peyda dibûn. [164 rosan_dar] Gurên har carina dihatin nêzîkî gund û dizûriyan. [165 rosan_dar] Daristan warê hirç û berazên nekedî, rovî, kuze, kerguh, sihûrî û gelekên din bûn; li nav daristanê ev cûre heywan li dinya xwe dijiyan. [166 rosan_dar] Li ser dirindeyan gelek meselok û çîrok hene; lê niha ne wext e ko ez behs bikim. [167 rosan_dar] Bi mezinbûna gund, zêdebûna rûniştevanan, vekirina erd û jêkirina daran ew daristan winda bûn. [168 rosan_dar] Niha mîna seriyekî gurrî li vir û li wir çend dar mane. [169 rosan_dar] Ez ji we re sirekê xwe bêjim lê ji kesê re mebêjin. [170 rosan_dar] Bi rastî ez gelekî ditirsiyam; min digot wê rojek dor bê min jî, dê werin serî min jî bifirînin; ji xweşî û bextiyariya dinyayê min bêpar bihêlin; ji ber ko li ber çavên min çend xwîşk û birayên min bi xîzarên mezin di erdê rakirin. [171 rosan_dar] Ez bi rojan giriyam. [172 rosan_dar] Girîna min him jibo wan him jî bi halê min, ji tirsa min bû. [173 rosan_dar] Lê şikir ji Xwedê re heta niha dor ne hatiye min. [174 rosan_dar] Ber bi rojhelat çiya ji bilindahî û newalan pêkdihên. [175 rosan_dar] Li hêla rojhelat bilandahiyên zincîra çiyan bi carekê qut nabin; xwe bi dirêjahiya bi deh km domdikin. [176 rosan_dar] Quntarên bilindahiyan bi rezan pêçayî ne; di nav rezan de cihina darên hirmî û behîvan bilind dibin; ji hêla tirî û berhemên ji tiriyî gundê me gelekî dewlemend e. [177 rosan_dar] Ji cihê xwe ez hemî wan gund û gomên ko li hêla bakur hatine avakirin dibînim. [178 rosan_dar] Ji me ne gelekî dûr in. [179 rosan_dar] Dûrbûna hin ji wan ji gundê me bi meşê qasê saetekê yên dî jî du saetan rê ye. [180 rosan_dar] Gundên ko li paş çiya dikevin ji min ne xuyane; derheqê wan de zêde tiştekî nizanim; lê gava hin mirov ji wan gundan bi mêvanî dihên gundê me, ez bi dizî be jî hin zanyariyan ji wan werdigirim. [181 rosan_dar] Gundiyên min û mêvanên ji wan gundan ji xwe re dikevin nav sihbetê, bi saetan bi hev re dipeyîvin; behsa pez û dewaran dikin; li ser erd û zeviyan, rez û bexçan diaxifin. [182 rosan_dar] Ew dibên qey hema ew dipeyivin û gotinên wan winda dibin, diçin. [183 rosan_dar] Lê ne rast e. [184 rosan_dar] Ez şahidê wan im. [185 rosan_dar] Dengê ko ji devê wan dertê li hewa belav dibe û pêl bi pêl digêje min. [186 rosan_dar] Ez jî bi vî awayî ji şolên wan haydar dibim. [187 rosan_dar] Hûn zanin ez ji çi pir hez dikim? [188 rosan_dar] Rebenên Xwedê ma hûn dê ji ko zanibin. [189 rosan_dar] De hema bêî ko ez we aciz bikim, ez ê bêjim. [190 rosan_dar] Ez ji govendên wan û herweha ji şevbuhêrkên wan yên dawiya payizê û zivistanê hez dikim. [191 rosan_dar] Her şev li malekî kom dibin û dipeyîvin. [192 rosan_dar] Xwediyê malê li gorî taqeta xwe ji mêvanên xwe re bastêx, benî, mewij û mêweyên hişk, goştê lepikan, dendikê behîvan û gozan li ser siniyê rêz dike. [193 rosan_dar] Eger di şevbuhêrkên wan de dengbêjek jî hazir bibe wê gavê kêf kêfa cemaetê û ya min e. [194 rosan_dar] Bi bilindbûna dengê dengbêj re bêdengiyeke xwe berdide ser gund û tu dibê qey kesek nefes nade û nastîne. [195 rosan_dar] Carina ez difikirim, gelo ev gundî çima hewqas ji van kilaman hez dikin? [196 rosan_dar] Eger hûn zanibin û ji min re bêjin ez dê gelekî kêfxweş bibim... Govend. [197 rosan_dar] Qet ne bêjin. [198 rosan_dar] Ma ji dawetan xweştir çi heye, gava gundî hemî bi hev re dawetê digerînin; jin, mêr, keç, xort û zarok hemî li meydana dawetê bi şahî kêf dikin û keç û xort bi dilekî lerzok nêzîkî hev dibin; dest di destê hev de xwe dihejînin; ez jî bi vî halê xwe beşdarî şahiya wan dibim; bi pel û şaxên xwe li ber bayê sivik pêl didim. [199 rosan_dar] Yek ji xweşiyên dawetan jî, êvaran di dîlanê de li hemberê hev (bêrîte) gotina stranan ji alî du refên govendgêran e. [200 rosan_dar] Ya din jî di derengiyên şevê de lêdana bilûrê ye. [201 rosan_dar] Bilûrvan bi nazdarî bilûra xwe ji berîka xwe derdixe; hêdî hêdî di nav lêvên xwe de bi cih dike û bêdengiya şevê bi bilûra xwe dişikîne; çîrok û serpêhatiyan bi bilûra xwe dilorîne. [202 rosan_dar] Gava bilûrvan şerê gur û seg lêdide tu dibê qey bûyer vaye li ber çavên wan hemî guhdaran diqewime; dema gur zora seg dibe bilûr bi xemgînî û bi êş deng derdixe; ji ruyên wan dixuyê ko guhdar jî li bin tesîrê ne; lê wexta seg zorbirî li gur dike êdî bilûr dikele; şahi ye; pê re rûyê guhdaran vedibe... [203 rosan_dar] Tu rastiyê bêjî, eger ji van govend û şevbuhêrkan nebe li quntara vî çiyayî kuştina wext wê gelekî dijwar be. [204 rosan_dar] Li ber bayê bakûrê û berfa zivistanê ez bi van şahî û sohbetên wan germ dibim û sebra xwe tînim. [205 rosan_dar] Ma ew jî tunebana Xwedê zane dê çiqas hucreyên canê min bimirana... [206 rosan_dar] Ez bi hebûna xwe deyndarê vî gundî me. [207 rosan_dar] Bi saya rûniştevanên wî ez heme û dijîm. [208 rosan_dar] Ji lewre ji wan gelekî hez dikim. [209 rosan_dar] Çewa ez hez nekim. [210 rosan_dar] Kî di şûna min de be, dê her welê bêje. [211 rosan_dar] Ez û ew, em bûne dost. [212 rosan_dar] Çi baş çi xirab gelek tiştên me têkel bûne; me di zivistanên xedar û havînên hişkegerm de, bi hev re, di ber xwe daye; li vê dinyayê tu kesekî nikare me ji hev biqetîne. [213 rosan_dar] Ez wan hemiyan baş nas dikim. [214 rosan_dar] Piçûk heta bi mezinên wan, pez û dewarên wan, keç û xortên wan hemî bi min re bi şêweyekî şirîk in. [215 rosan_dar] Tu lehzeyekê tune ko ez ji hawirdor tiştekî ne bihîsim an jî nebînim. [216 rosan_dar] De vêca ji we re çi bêjim; êdî hûn dizanin em çiqasî nêzîkî hev in. [217 rosan_dar] Ez xwe dêspêrim wijdanê we xwendevanan û berê gotinan piçekî ber bi xwe ve badidim. [218 rosan_dar] Ji kengî ve ez li vir im, çawa li vir bi cih bûme nayê bîra min. [219 rosan_dar] Ji lewre li min negirin. [220 rosan_dar] Tu rastiyê bêjî ez gelekî kal bûme; wek hûn dizanin dema mirov kal dibe êdî nikare her tiştî bi bîr bîne. [221 rosan_dar] Ne dûr e ko bi sedan zivistan û havîn min dîtine. [222 rosan_dar] Carina difikirim. [223 rosan_dar] Ma gelo mimkun e ko mirov hertiştê jiyayî bi bîr bîne. [224 rosan_dar] Hûn ji min pirs bikin, eger bi temamî nebe jî bûyerên girîng zû bi zû ji bîra mirovî naçin. [225 rosan_dar] Ew bûyer xwe di quncikekê zanyariya mirovî de didin ser hev; bi sebir li hêviya roja xwe disekinin. [226 rosan_dar] Eger siûdê wan hebe rojek ji rojan pêlên lêgerînê û bîranînê digehîjin quncika wan û bi awayekî dilxweş an jî xemgîn wan divejînin. [227 rosan_dar] Bi vejîna wan kevnezanîn û jiyandeyan mirov careke din dijî. [228 rosan_dar] Hin mirov bi kêfxweşî vê yeka han her roj bi bîr tînin; di çarçoweya mejî û fikrî de tenê be jî, vê yekê her dubare dikin û pê sebra dilê xwe dihînin. [229 rosan_dar] Lê her car mirov rastê kêfxweşî û rindiyê nayê; carina bê hemdê mirov be jî, bûyerên tehl, bûyerên bi kul û derd xwe berpêş dikin û mirovî dixin nav torra xwe. [230 rosan_dar] Bi kul û keser mirovî dihejînin; xemgîn dikin. [231 rosan_dar] Herçiqas mirov dixwaze ji van bîranînan lehzeyek zûtir rizgar bibe jî, lê ev karekî ne hêsa ye. [232 rosan_dar] Loma ez neçar im behsa bûyerên rind û nerind, dilxweş û xemgîn, tehl û şêrîn ango hemî cûre bûyeran bikim; ma jiyan bi xwe ne ev e? [233 rosan_dar] Eger rojek ji rojan di demsala bihar an havînê de riya we bi mekanê min bikeve, werin li cem min pal bidin û guh bidin min, wê gavê hûn dê mebesta min têbigêhin. [234 rosan_dar] Bi rastî bi carekê tenê jî çavên we bi min bikevin hûn ê hemî jiyana min ya bihurî di qermîçokên rûyê min de bibînin. [235 rosan_dar] Di bin van qermîçokan de deste bi deste jiyana min û herweha bûyer, serpêhatî û bîranînên min bi cih in. [236 rosan_dar] De ka werin ez û hûn em li kêleka hev rûnin, qasê ko ez karibim û taqeta min dest bide; ez dê ji we ra bîranînên xwe bêjim. [237 rosan_dar] Lê wek hûn dizanin, ev tiştên ko ez li vir behs bikim bi piranî di payîza jiyana mirovî de xwe dilivînin. [238 rosan_dar] Ew jî naxwazin bê wesîqe û qeyd koç bikin. [239 rosan_dar] Ji lewre xwe dilivînin û dixwazin eger bi nivisê ne be jî, bi şêweya kultur û zanîna devkî, di zanîna hin mirovên din de jiyana xwe bidomînin û di zincîra bîranînan de cihê xwe bigrin. [240 rosan_dar] Ma hûn dibêjin heqê wan tune ye? [241 rosan_dar] Ka ji min re bêjin, gelo tiştek an kesek heye ko bi daxwaza xwe bêî ko rêç û kevnepoşek li pey xwe bihêle, serê xwe hilde û ji vê dinyayê koç bike? [242 rosan_dar] Hûn ji min pirs bikin ez bi xwe bi vê yekê ne bawer im. [243 rosan_dar] Ji lewre her tiştê ko heye hertim di hewldanekê de ye, da ko karibe xwe bide jiyandin û berdewamkirin. [244 rosan_dar] Ji ber vê yekê ji erd heta bi asîman heqê bîranînan jî heye ko ew jî bixwazin hertim xwe nuh bikin û bên vejîn. [245 rosan_dar] Pêlên hizirkirinê di serê min de bi van gerrînekan doş dibin diherikin. [246 rosan_dar] Herê, tu bi xwedê tu çi dibêjî, ev yeka hanê dikeve serê te, ango ji te re meqûl e, tu û kêfa te, eger tu meraq nekî ka ez dê çi bêjim, te divê hema li vir bêî ko tu rêzek tenê jî bidomînî xwendinê qut bike, mefikire! [247 rosan_dar] Tu yê karibî?! [248 rosan_dar] Vaye ez ji we re ji jiyana xwe û jiyana dostên xwe çend bûyeran, nimûneyan dibêjim. [249 rosan_dar] Nêzîkî sed sal berê rojek ji rojên payîzê, gundî li maleke mezin runiştî di nava sohbeteke germ de bûn. [250 rosan_dar] Behsa mêranî, tirs, cin, perî û hûtan dihate kirin. [251 rosan_dar] Derengê şevê, gotin hat ser Dêwê Gola Qorqor. [252 rosan_dar] Peyv gerandin; çûn û hatin û li dawiyê gotin, »tu kes newêre bi şev here wê derê.« Husên ji nava cemaetê got »ez diwêrim.« Newêrî, diwêrim, welhasil rabûn şert girtin; gotin »eger tu sibe êvarê herî û şeva xwe li ber gola Qorqor bibuhurînî em dê du çewal genim bidin te”. [253 rosan_dar] Li hev kirin. [254 rosan_dar] Derengê şevê gundî rabûn ser xwe, belav bûn; berê xwe dan malên xwe. [255 rosan_dar] Divê roja dî ji êvarê heta şefeqa sibê Husên bi tena serê xwe li newala Qorqor li ber golê bimaya. [256 rosan_dar] Tu rastiyê bêjî Husên bi xwe jî poşman bû bû û ditirsiya; lê carekê soz dabû û bi ser de jî şert girtibûn. [257 rosan_dar] Jina wî Zerê bi heyran qurban jê re lava kir; li ber wî gerriya, bê fêde bû. [258 rosan_dar] Bi tirs û heyecan heya nimêja esrê Husên li gund ma. [259 rosan_dar] Ber bi êvarê rabû tifinga xwe ya qapsulî hilda; du nanên tenûrê, du serî pîvaz, hinek toraq û hin xwey ko xistibû nav kevnikekî, xistin tûrikê xwe û berê xwe da newala Qorqor. [260 rosan_dar] Newal bi qasî çil deqîqe bi meşê ji gund dûr bû. [261 rosan_dar] Li ser rê wî xwe bi xwe got »berî ko herim newalê, ez ê herim û dibe ko siûdê min hebe û ez çend kewan bikujim da ko êvarê li ber golê şîva min piçek zengîn be.« Husên riya xwe bi kaniya Maran xist; carina ber bi êvaran ji bo vexwarina avê kew dihatine ser kaniyê; Husên ji xwe re kozikek ji çilo çêkir û bi hêviya ko kewan bikuje kete kozikê. [262 rosan_dar] Piştî bîstekê refekî kewan xwe li ser kaniyê danî. [263 rosan_dar] Husên tifinga xwe hilanî, qundaxa tifingê baş li milê xwe bi cih kir; nîşan girt û tiliya xwe ya destê rastê li lingê tifingê şidand. [264 rosan_dar] Bi gumîna tifingê re hin kew bi hewa ketin hin jî li erdê pirpitîn. [265 rosan_dar] Husên rabû û ber bi kewên pirpitî baz da; sê kewên gozel dipirpitîn. [266 rosan_dar] Husên her sê jî ser jê kirin û kewên xwe xistin tûrê xwe û ber bi gola Qorqor meşiya. [267 rosan_dar] Tarî hêdî hêdî erd hildiçinî, gava Husên gihaşte ser golê êdî zêde wextê wî nema bû. [268 rosan_dar] Bi ecele hin hişkedar û pûş da ser hev û li ber golê cihê xwe nîşan kir. [269 rosan_dar] Ji bêsiûdiya wî re şeveke tarî, şevereş bû. [270 rosan_dar] Mirov ne dikarî pêşiya xwe bibîne. [271 rosan_dar] Husên hin pûşî, heste û berheste ji berîka xwe derxistin; li destê xwe yê çepê pûşî û li kêleka pûşiyê berheste bi cih kirin. [272 rosan_dar] Hesteyê agirpêxistinê bi hêz li berheste da. [273 rosan_dar] Piştî çend caran ko bi hêz heste û berheste li hev ketin çirûskan pûşî girt. [274 rosan_dar] Husên hema bi lez pif kir û bi vî şêweyî agir pê xist. [275 rosan_dar] Piştî mideteke kurt der û dor êdî ji ronahiya agir kifş dibû. [276 rosan_dar] Husên kew ji tûr derxistin, perikên wan rakirin; rabû çû ber golê, nava kewan paqij kir û vegeriya; hat li ber agir rûnişt. [277 rosan_dar] Bi kêrê sê şivên rast wekî şîşan jibo biraştina kewan teraştin û paqij kirin. [278 rosan_dar] Kewên xwe xwê kirin û di şivên bi niyeta şîşan de bi cih kirin û ji bo xwê baş tehma xwe bide goşt, kewên bi şîşkirî li kêleka xwe li ser keviran danîn. [279 rosan_dar] Agir êdî xweş bû bû. [280 rosan_dar] Li ber agir rûniştî bala wî çû ser pêtên agirî û bi pêtên agir re ew kete nav xeyalan. [281 rosan_dar] Dinyaya cin û periyan, dinyaya dêw û hûtan di mejiyê Husên de vejî. [282 rosan_dar] Çîrok û serpêhatiyên tirsê, li ber çavên wî bi rih dibûn. [283 rosan_dar] Taritiya şevê wek kaposekî xwe li wî dipêça; nêzîkî wî dibû; bê hemdê xwe, xwe piçeke din jî ber bi agir da; agir jê re bû bû piştmêrekî, bi tena serê xwe li vê newalê di vê şevereşê de xwe bê mecal his kir. [284 rosan_dar] Bala xwe bêtir da pêtên agirî. [285 rosan_dar] Pêtên agir li ber çavên wî şikilên pirr cûre digirtin. [286 rosan_dar] Jina wî Zerê hate bîra wî. [287 rosan_dar] Guliyên Zerê li ber çavên wî hil dibûn; dirêj dibûn; dibiriqîn; birû, çav, lêvên wê yên sorgulî xuya dibûn; çavên Husên ber bi jêr daketin û gerdana wê, pêsîrên wê yên hinarî xuya dibûn, Husên bi niyeta ko dest pisîrên Zerê bide, destê xwe dirêj kir; şûna ko memikên Zerê bidest bixe, ji şewat û êşa agirî destê xwe paşte kişand û veciniqî. [288 rosan_dar] Li der û dora xwe bi awayekî şaşbûyî mêze kir. [289 rosan_dar] Mîna ko bêje ez li vir çi dikim, ka Zerê ko de çû? [290 rosan_dar] Piştî kêlekî li xwe verqilî; soza wî û gundiyan, şertê wan hate bîra wî. [291 rosan_dar] Ji kûrahiya dil axînek kişand. [292 rosan_dar] Çiqas wext bi ser re çûbû, wî ne dizanî. [293 rosan_dar] Agir sist bû bû. [294 rosan_dar] Çend dar avêtin ser agirî û pê agir xweş kir. [295 rosan_dar] Rabû çû ser golê ser û çavê xwe şûşt û vegeriya cihê xwe. [296 rosan_dar] Ji bo biraştinê li kêleka agirî kevir danîn, kewên bi şivan ve kirî rakirin û her sê kewên xwe li ser kuçikên çêkirî bi cih kirin. [297 rosan_dar] Herçiqas wî ne dizanî lê êdî şev dereng û nîvî bû bû. [298 rosan_dar] Şeveke bêdeng, eger ji dengê şewata daran û qir qira qirqurokan nebana tu dengekî din vê bêdengiyê xira ne dikir. [299 rosan_dar] Gola ko ew li ber rûniştî bû, ne ew qas kûr û mezin bû. [300 rosan_dar] Kûrahiya golê sê-çar û firehiya wê şeş-heft û dirêjahiya wê jî bi qasê deh metreyan bû. [301 rosan_dar] Li nav kevir û zinarên mezin mîna hewzekî xuya dikir. [302 rosan_dar] Parek ava golê ji gundên jor bi riya rûbarekî piçûk dihat; para din jî ji binê golê ji nav zinaran derdiket. [303 rosan_dar] Li havînan ava rûbar kêm an zuha bibana jî, di golê de hertim av hebû û di ser re diherikî û ber bi jêr diçû. [304 rosan_dar] Havînan xortên gund dihatin, diketin vê golê, lê bi şev kesek ne diwêrî riya xwe bi wan doran bixe... Ji xwe sebebê şertgirtina gundiyan û Husên her ev tirs bû. [305 rosan_dar] A di wê şeva tarî de, wexta Husên li ser golê bû, gundî jî li gund li maleke fireh li hêviya wî bûn. [306 rosan_dar] Hinan digot: »Ne mimkun e Huso sax vegere, tirs û cinavir dê wî bikujin«, hinên dî digotin: »Welle cinavir-minavir tune ne, eger ew ne tirs e, dê sax û selamet vegere û du çewal genimê xwe qezenc bike... » [307 rosan_dar] Niha bala Husên li ser biraştina kewan bû; lê ji nişkê ve xumîniyek ji golê hat, te digot qey gol dikele; piştre bi dengekî nebihîstî û şiklekî nedîtî mînayî dêwek, tebayekî ji golê derket û ber bi agirî hat... Xwedê hîfza mirovî bike. [308 rosan_dar] Ev çi bobelat bû. [309 rosan_dar] Qasê sê metre bi dirêjahî, şiklek wekî mirovan û bi pirç, pirçeke dirêj ji pirça hirçan xirabtir, ser û çav jî mîna yê însanan, lê ew jî bi pirç bû. [310 rosan_dar] Eniya wî bobelatî ne dixuya; ser serê wî ecêbî mina bivirekî bû. [311 rosan_dar] Husên ji taqet ketibû, ne dikarî xwe bilivîne. [312 rosan_dar] Hewl dida ko rabe, biqîre, lê çi mixabin endamên laşê wî bi a wî ne dikir... Dêwê Enîbivir hat li hember Husên li kêleka agirî rûnişt. [313 rosan_dar] Li Husên mêze dikir. [314 rosan_dar] Piştî midetekê Husên bi ser xwe ve hat, dest û lingên wî êdî diliviyan. [315 rosan_dar] Dengê xwe ne kir. [316 rosan_dar] Nediwêrî deng bike. [317 rosan_dar] Ji kewên bi bez dilopên don diketin nav agir û dişewitîn. [318 rosan_dar] Husên bê hemdê xwe şivekî bada jibo hêla din ya kewê jî çêbe. [319 rosan_dar] Dêw jî wek wî kir. [320 rosan_dar] Her cara ko Husên şiv badida Dêw jî bizariya wî dikir. [321 rosan_dar] Husên rahişt şivê û donê kewê di kincên xwe de da, Dêw jî rahişte şivek û teqlîdê Husên kir. [322 rosan_dar] Bi vî şêweyî ji serî ta ber lingan her du yan jî xwe di nava don de hiştin. [323 rosan_dar] Husên ji nişkê ve rahişte darekî bi pêt û di canê Dêwî da. [324 rosan_dar] Bi carekê laşê Dêwî agir girt û di nav pêtan de ma. [325 rosan_dar] Bi orînek mezin Dêw ber bi golê reviya û di nav avê de winda bû. [326 rosan_dar] Bi qêjîna Dêwî re ji tirsan Husên ji xwe çûbû. [327 rosan_dar] Gava şiyar bû êdî berbanga sibehê bû. [328 rosan_dar] Li der û dora xwe mêze kir, agir tefiya û kewên wî şewitî bûn. [329 rosan_dar] Rabû ser xwe li golê fekir, bala xwe da der û dora agirî lê tiştek netebiî ne dixuya. [330 rosan_dar] Çû, ji golê av avête ser û çavên xwe, hat; devê tûr vekir; xwest ko hin nan û toraq bixwe, lê ne karî... li gel ko birçî bû jî. [331 rosan_dar] Rabû ser xwe tifing û tûrê xwe hilda û berê xwe da gund. [332 rosan_dar] Zerê li malê bi çavên bê xew li hêviya mêrê xwe bû. [333 rosan_dar] Ji çûyîna mêrê xwe heya sibê li malê bi tirs û kelecan xwe li quncikekê kişandibû ser hev û giriyabû... Bêî ko haya wê jê hebe ko niha Husênê wê ber bi gund dihat. [334 rosan_dar] Ji şefeqa xwedê ve li derveyê gund du xort li ser riya Husên li hêviya wî bûn, da ko bi hev re herin mala ko gundî lê rûniştî bûn. [335 rosan_dar] Bi xuyabûna Husên re xort çûn pêşiya wî. [336 rosan_dar] Bi hev re meşiyan, bêdeng. [337 rosan_dar] Xortan di bin çavan re mîna ko li lehengan tê temaşekirin li Husên mêze dikirin, Husên li ber çavên wan wek dêwekî dixuya û bi heybet dimeşiya... [338 rosan_dar] Roja Înê bû. [339 rosan_dar] Ev sala yekemîn bû ko xaniyek li mehela jorîn bi lewheyekê hatibû diyar kirin: »Dibistan«. [340 rosan_dar] Xaniyekî du ode bû, xwediyê xanî mala xwe biribû bajêr. [341 rosan_dar] Bi alikariya gundiyan, necarekî hin kursî û mase çêkirin, xanî sewandin û baş nayê bîra min lê ez dibêm qey duşemekê gundî hemî li ber dibistanê civiyan, zarokên xwe jî bi xwe re anîbûn. [342 rosan_dar] Yekê serqot ko jê re digotin »Xoca« peyivî û paşê zarok çûn hundir û bavên wan jî wegeriyan ser kar û xebata xwe. [343 rosan_dar] Gava »memûr« ji bajêr hatin û gotin em dê didistanekê li gund vekin, gundî piçekî tirsiyan; ji xwe li cem wan adet bû. [344 rosan_dar] Her tiştê ko ji derve, ji bajêr bihata tirsekê dixist dilê wan, bayê tirsê xwe li wan dipêça. [345 rosan_dar] Heta ji wan bihata xwe ji wan »xerîban« didan alî. [346 rosan_dar] Ji ziman û axftina wan tiştekî fêm ne dikirin. [347 rosan_dar] Neheq jî ne bûn, hema bi vî halê xwe ez bi xwe jî acis dibûm. [348 rosan_dar] Çawa nebim, min bi xwe jî ji zimanê wan fêm ne dikir. [349 rosan_dar] Erê berê jî çend car hatibûn, lê hatin û çuyîna wan bala min zêde ne kişandibû; ji xwe li gund pirr ne diman; hêkerûna xwe dixwarin û diçûn. [350 rosan_dar] Ji ber ko min jî dizanî ew li vir namînin, ez ne zimanê wan fêrbûm û ne jî tiştekî wisa fikirîm. [351 rosan_dar] Cil û bergên wan jî ne mîna yên gundiyan bûn. [352 rosan_dar] Tu rastiyê bêjî heta niha gundiyan tu xêreke ji wan »xerîban« ne dîbû. [353 rosan_dar] Carina yên bi çek -ji wan re esker digotin- dihatin gund hin xortê gund didan ser hev û dibirin; hinên din jî dihatin zêr û pere ji wan dixwestin; carina jî diketin malên gundiyan genim, ceh, nîsk çi bidestbixistana dibirin, digotin ji bo eskeran dibin... [354 rosan_dar] Îbrahîm zarokekî heft salî bû. [355 rosan_dar] Wî jî mîna hevalên xwe yên hemsalî dest bi dibistanê kiribû. [356 rosan_dar] Xaniyê bavê Îbrahîm li mehela jêr bû. [357 rosan_dar] Gava Îbrahîm diçû dibistanê û dihat hertim di ber min re derbas dibû. [358 rosan_dar] Ji xwe berê ko dest bi dibistanê bike ez û ew em bû bûn dostên hev. [359 rosan_dar] Hûn dê niha bêjin ma çawa tu bi vî emrê xwe yê kal bi wî zarokî re bûyî dost? [360 rosan_dar] Baş e, ez jî ji we dipirsim ma kal û pîr çawa bi neviyên xwe re dibin dost? [361 rosan_dar] Şikir ji Xwedê re Îbrahîm wek we ne difikirî. [362 rosan_dar] Wî bêî ko zêde lê bifikire dostaniya min qebûl kir û hertim dihat cem min. [363 rosan_dar] Wî hema bêje ji çêbûna xwe heya îro bi çavên xwe yên hingivîn li min fedikir. [364 rosan_dar] Tu rojekê xirabiyek, êşek ji min ne dî. [365 rosan_dar] Gava piçûk bû, li nav qumatekê de bû, havînan diya wî ew li bin siya min dixist xew. [366 rosan_dar] Parastina wî ji tîrêjên rojê ji min re kêfxweşiyek bû; bi pelên xwe yên mezin, bi bilindahî û gurrbûna xwe bi saetan min ew diparast. [367 rosan_dar] Li min mêze dikir û min jî jê re çîrokên xweş digotin. [368 rosan_dar] Pê kêfxweş dibû û dikeniya. [369 rosan_dar] Eger hinan bidîta ko ew dikene digotin: »Bi melayîketan re dilîze û dikene.« Xem nake, melayîket jî ji min re ne xerîb in, piçek heqê min bi ser wan de diçe, lê... [370 rosan_dar] Îro Bro, bavê wî û meleyê gund çûn li defîneyan bigerin. [371 rosan_dar] Mele niviştekê nivisî û di nav kevnikekî de pêça. [372 rosan_dar] Li ser daxwaza bavê xwe Bro bê dilê xwe çû dîkê wan yê sipî bi destan girt, lingên dikî girêdan û ew xiste kîsekî fireh. [373 rosan_dar] Lê serê dîkî li derve bû. [374 rosan_dar] Bêr û kulingekî jî bi xwe re birin. [375 rosan_dar] Bi hev re ber bi çiyayê pişta gund meşiyan. [376 rosan_dar] Piştî nîv saetê li devereke ko lê hebûna xezîne şik dikirin, dîk ji kîs derxistin; nivişt bi benekî sist li stuyê dîkî girêdan; ji bo dîk nereve benekî dirêj jî avitine lingekî dîk û dîk ber dan. [377 rosan_dar] Mele digot: » Dîk li ko derê bang bide û nikilê xwe li erdê bixe, ew der divê bê kolan.« Lê dîkî li tu derî bang ne da. [378 rosan_dar] Bro dîkê xwe xist hembêza xwe û hilkişiyan. [379 rosan_dar] Du qatî ji cara ewil zêdetir meşiyan. [380 rosan_dar] Niha li serê çiya li herî jor bûn. [381 rosan_dar] Dihate gotin ko berê li serê wî çiyayî qesra mîrekî hebû ye; di erdhejanekê de xaniyê wî hilweşiyaye. [382 rosan_dar] Kesên di xanî de bûne mirine û xezîneya mîr jî li bin axê maye. [383 rosan_dar] Bro careke din dîkê xwe berda; piştî hin gerînê dîkî li du ciyan bang da û nikilê xwe li erdê xist. [384 rosan_dar] Cihê ko dîkî nikil lê dabû Bro bi qûçekê nîşan kir. [385 rosan_dar] Gava ev tişt qewimî Mele û bavê Bro li ser nimêja nîvro bûn. [386 rosan_dar] Piştî ko nimêja xwe xilas kirin hatin û dest bi kolanê kirin. [387 rosan_dar] Qasê du metre kolan bêî ko rastê nîşanekê bên. [388 rosan_dar] Cihê duhemîn jî kolan ji bilî hin kevirên xirbê tiştek ne dixuya ew jî herweha bê hêvî derket. [389 rosan_dar] Çend cihê din jî dîk berdan lê bang ne da. [390 rosan_dar] Ber bi êvarê westiyayî û destvala ji çiya daketin, hatin malê. [391 rosan_dar] Li nava gund Mele xatir ji bavê Bro xwest û çû mala xwe; Bro û bavê xwe jî ber bi mala xwe ve hatin; gava Bro nêzîkî li min kir, dilxweş bû û bi dizî dikeniya dîkê xwe ji kîs derxist û ber da; dîk bi lez û bez ber bi malê çû. [392 rosan_dar] Bro bi kêfa ko tiştekî nehate serê dîkê wî li kêleka bavê xwe bi gavên xwe yên piçûk meşiya çû malê. [393 rosan_dar] Aha wî dostê min ê piçûk dest bi dibistanê kiribû. [394 rosan_dar] Bi tirs û heyecan diçû. [395 rosan_dar] Ji rûyî wî kifş bû ko ji çûyîna dibistanê ne zêde razîbû. [396 rosan_dar] Rojekê min meraq kir û jê pirsî: [397 rosan_dar] Bro tu çawa yî? [398 rosan_dar] Bê dilê xwe got: Ez baş im, sipas. [399 rosan_dar] Tu dixwazî em hinekî ji xwe re bipeyîvin? [400 rosan_dar] Na, ne îro. [401 rosan_dar] Min jî zêde ew acis ne kir. [402 rosan_dar] Bro meşiya çû malê. [403 rosan_dar] Lê mirûzê wî daketî û bêkêf bû. [404 rosan_dar] Piştî çend rojan, Bro hat cem min lê ne tenê bû. [405 rosan_dar] Çend hevalên wî yên dibistanê jî pê re bûn. [406 rosan_dar] Hatin ji xwe re bi kap û gozan bilîzin. [407 rosan_dar] Îro ew kêfxweş bû; diqêriya, ew û hevalên wî bi hev re dikeniyan, baz didan... [408 rosan_dar] Min dixwest ez jê pirs bikim, ka dixwaze em bipeyîvin, lê min ji xwe re got, dev jê berde, bi hevalên xwe re vaye dilîze; tu ê ji bo çi kêfxweşiya wan biherimînî. [409 rosan_dar] Piştî listikê hevalên wî çûn malê, ew bi tena xwe ma. [410 rosan_dar] Li min mêze kir û kenî. [411 rosan_dar] Mîna ko bêje, eger tu bixwazî em dikarin bipeyivin. [412 rosan_dar] Min got »de ka were.« Hat cem min rûnişt û dest pê kir: »Hevalê min yê hêja, tu zanî ez ji te pirr hez dikim. [413 rosan_dar] Ji lewre jî tiştekî ji te venaşêrim. [414 rosan_dar] Tu zanî îsal min jî dest bi dibistanê kir. [415 rosan_dar] Ev midetek e ko ez diçim û têm; lê bi rastî kêfa min ji dibistanê re nayê. [416 rosan_dar] Xoceyê me bi zimanekî dipeyîve ko ez tiştek jê fêm nakim. [417 rosan_dar] Ji ber ko zimanê wî û zimanê ko em dipeyivin ne wekhev in, gava dixwazim tiştekî bêjim jî, nikarim. [418 rosan_dar] Em yên ko me îsal dest bi dibistanê kiriye hemî bi tirs û matmayî -wek kerr û lalan- li devê Xoce dinêrin. [419 rosan_dar] Min carekê ji diya xwe pirs kir, ka çima Xoceyê me yê dibistanê wekî me napeyîve, wê got »Xoce bi zimanê mektebê dipeyîve.« Go, »pêçekî bi sebir bibe tu yê jî fêr bibî.« [420 rosan_dar] ”Tu zanî wê rojê dema ko te ji min pirsî çima ez pirr aciz û bêkêf bûm? [421 rosan_dar] Ez bêjim, ew hevalê kumspî ko gava din li vir bû, me dilîst; ew hevalekî min î jêhatî ye. [422 rosan_dar] Li nav gund di nav hemsalên xwe de yek ji wan zarokên herî jîr e. [423 rosan_dar] Çend roj berê Xoce jê re tiştekî got. [424 rosan_dar] Wî jî ne dizanî çi bêje, ji ber vê yekê bêdeng ma. [425 rosan_dar] Vêca Xoce gelekî lê xist; ji êş û qehran hebû nîv saet giriya. [426 rosan_dar] Hevalekî min î din jî wê rojê, wexta me bi nok û hebê fasûleyan tiştên ko Xoce li ser textê nivîsîbû çêdikir, rebeno ne dizanî ji Xoce re bêje »mîza min tê”, xwe ne girt û li orta sinifê di bin xwe de mîz kir. [427 rosan_dar] De îca tu bêje ma tu bî, tu yê bê kêf nebî?« [428 rosan_dar] Ma min ê çi bigota, bi zimanekî din li dibistanê peyîvîn ji min re meqûl ne dixuya û herweha wek neheqiyekê bû. [429 rosan_dar] Lê min bi xwe jî ne dizanî çima welê ye. [430 rosan_dar] Ji lewre min ne dizanî ka ez dê ji Bro re çi bêjim. [431 rosan_dar] Bro bi min bawer bû; û ji xwe re digot: »Dostê min ê qedîm her tiştî dizane«; ji ber ko heya niha hertim bi dilekî germ û bi bersîvên têr min cewaba pirsên wî dabû. [432 rosan_dar] Ez niha ketibûm tengasiyeke mezin. [433 rosan_dar] Min his dikir ko nezanî bihnê li mirovî teng dike; divê min bi awayekî xwe ji vê rewşê rizgar bikira. [434 rosan_dar] Li min bibexşinin, min jî xwe sparte riya kevnar, ango min got: »Bro piçekî sebir bike, gava tu mezin bibî tu ê bersîva pirsa xwe fêrbibî.« Bi nêrînên guhertî li min mêze kir; wekî bêje, »ma tu çima ji min re nabêjî, ka çima welê ye?« [435 rosan_dar] Li bin tîrêjên rojê, hilma ko ji erdê radibe bi bêhn û mizgîniya biharê dagirtî ye. [436 rosan_dar] Berf li quntara çiyayî ne maye, heliyaye. [437 rosan_dar] Li bilindahiyên çiyê li çalên kûr, cihên ko zivistanê ba û gijolekê berf dabû ser hev hîn spî dikin. [438 rosan_dar] Lê cihên welê jî mîna pîne dixuyên. [439 rosan_dar] Piştî hefteyekê dê ew jî bihelin. [440 rosan_dar] Bi barana biharê re rûbarên ko ji çiyê dadikevin ji rengê axa sor û lîşo tije dibin; ji quntarên çiyê û qeraxên rûbaran her sala ko diçe axa li ser erdê zeîftir dibe û herweha çiya bi jiyana xwe ya dûr û dirêj nîşana vê yekê ye. [441 rosan_dar] Ji ber lehiyên biharê yekcaran welê lê dihê ko pez nikare ji rûbar derbas bibe; bi alîkariya gundiyan, bi zehmetiyeke mezin pez bi selametî dihê derbaskirin; li gel vê yekê jî carina bizin an mîhek li ber avê diçe. [442 rosan_dar] Dawiya meha Adarê û destpêka Nîsanê êdî bihar bi hemî xweşiya xwe, serî hildide û tebîetê diguhere. [443 rosan_dar] Tîrêjên rojê her roj germtir dibin. [444 rosan_dar] Ew çiyayê bi berfê pêçayî ewil cihê xwe ji pîneyên reşahî, ji kirasekî gewr û qehwehî re dihêle; piştre hêdî hêdî kirasekî kesk li xwe dike û roj bi roj kesktir dibe. [445 rosan_dar] Li qerajên çiyê pirpizêk, pîvok, nêrgiz, binevş û beybûn mizgêniya biharê îlan dikin. [446 rosan_dar] Di destê wan de gulçanên wan, zarok li nav zewiyan, li quntara çiya pîvokan radikin; ji pîvokan tacên gilover çêdikin û wan tacan bi kulîlkên rengîn dixemilînin. [447 rosan_dar] Giya roj bi roj bilind dibe û bi kulîlkên renga reng dihê xemilandin. [448 rosan_dar] Li biniya gund di nav bexçeyan de spîndar ber bi asîman berzbûyî xwe ji biharê re hazir dikin. [449 rosan_dar] Li nav gund darên tuyan, tuyên şamî, spî û romî dibişkivin. [450 rosan_dar] Darên sêv, bîhok, incas, qeysî û xox bi kulîlkên xwe yên rengîn bexçeyan, darên behîv û hirmiyan li der û dora gund û li nav rezan; û paşê darên hinaran bi kulîlkên xwe yên sorî kêfxweşî û bêhnfirehiyê peyda dikin û rengeke guhertî ko mirovî mit û mat dihêlin didin biharê; vêca ev kulîlk di dema biharê de dîmeneke bihuştî divejînin; tu dibê qey tebîetê di musabeqeya stêrkan de ji bo bidestxistina xelata yekemîn; ji rengên kesk, sor, zer, spî, binevşî, xemrî û pembe sentezek nedîtî afirandiye; û bi firçeya xwe ya tebiî ev dîmena li biharê vejiyayî çêkiriye. [451 rosan_dar] Mêşên hingivî ji xewa zivistanê şiyarbûyî, bi keftelefteke mezin ji kewaran bi derdikevin, ber bi deryaya kulîlkan difirin; li ser kulîlkan reqs dikin; doş dibin; datînin û bi îtînayek mezin cewhera kulîlkan hildidin û ber bi xaniyên xwe ve difirin. [452 rosan_dar] Di kewaran de qesrên spî ava dikin; ew qesrên ko bêhna mîmaran diçikînin û cih li wan teng dikin, bi sebreke mezin, kevir bi kevir tên avakirin. [453 rosan_dar] Xebatkarên malê di bin serektiya Keybanû de ji dil û can dixebitin û embarên xanî bi cewhera kulîlkan dadigrin. [454 rosan_dar] Gundî li nav bexçeyan, rezan û zeviyan di kar û xebata xwe de ne. [455 rosan_dar] Her yek ji wan bi tiştekî mijûl e. [456 rosan_dar] Hin ji wan rezan dişelînin (dikezixînin) û dora mêwên rezan dikolin. [457 rosan_dar] Hinên din mêwan dipêçin. [458 rosan_dar] Hin li nav bexçeyan cot dikin, dora bostanan bi striyan sênc dikin. [459 rosan_dar] Li nav bexçeyan birînên ji zivistanê mayî derman dikin. [460 rosan_dar] Çûk, kotel û kekû li ser daran, kew di nav kursan û bin tehtan de, şalûl li nav kendalan û bilbil di zikê zinaran de hêlînên xwe çêdikin. [461 rosan_dar] Ji berbanga sibehê bigir heya ko tarî erd digire ji dengê çûkan, xwendina bilbilan ve hewa bi melodiyan tê dagirtin. [462 rosan_dar] Hela li pişt gund ber bi êvarê gava kew li ser zinaran dixwînin mirov heyran dimîne. [463 rosan_dar] Newal û rez di bin dengê kewan de melûl dibin. [464 rosan_dar] Vêca ez nizanim we qet guhdariya xwendina kewan kiriye an na? [465 rosan_dar] Eger we ne kiribe çênabe, divê hûn biharekê riya xwe li van çiyayan bixînin û guh bidin wan. [466 rosan_dar] Wê gavê hûn dê min fêmbikin, ka di nav tebîetê bi xwe de van tiştê han jiyîn çi ye. [467 rosan_dar] Aha di biharek welê de, berbanga sibê me çavên xwe bi qêrîn û hewarê û bi reyîna kûçikan vekir; em şiyar bûn; lê dengê kûçik û teqîna sîlehan tevlîhev bû. [468 rosan_dar] Piştî demeke kurt deng ji kûçikan hat birrîn. [469 rosan_dar] Gundî yên ko fersend dîtin bi tirseke mezin ji malên xwe bi derketin û ber bi newalan, ber bi zinaran beziyan; li pişt keviran, zinaran xwe veşartin û li gund temaşe kirin. [470 rosan_dar] Yên bi çek hatî Eskerên Reş bûn. [471 rosan_dar] Li gundê me mêr kuştin, rehma wan li zarok û jinan jî ne hat. [472 rosan_dar] Tiştên nedîtî anîn serê jin û keçên me. [473 rosan_dar] Ez şerm dikim li vir qala wan tiştan bikim. [474 rosan_dar] Gelek jin û keç ji bo nekevin destê wan bêbavan xwe ji zinaran avêtin, kuştin... [475 rosan_dar] Wan bêbavan xaniyên gund şewitandin; pez û dewar birin; kesên ko ji destê Eskerên Reş xilas bûn bi çiyan ketin. [476 rosan_dar] Birçî, perîşan bi hefteyan li çiyan man. [477 rosan_dar] Ji bextê wan re bihar hatibû, êdî dinya germ dibû û pincar gelekî bû. [478 rosan_dar] Bi xêra wî pincarî ew ji mirinê xilas bûn. [479 rosan_dar] Li bin zinarên mezin, li kûrahiya newalan û li şikeftan diman. [480 rosan_dar] Piştî çûyîna eskeran ji mintîqê ew vegeriyan gundê xwe. [481 rosan_dar] Lê gund ne mabû. [482 rosan_dar] Yên ko li jiyanê mabûn, wan ji nû ve gundê xwe ava kirin. [483 rosan_dar] Şikir ji Xwedê re vaye em bi hev re ne û car din li ser erdê xwe ne. [484 rosan_dar] Bi rastî min ne dixwest bi bûyereke welê menzereya bihara herêma me xira bikim. [485 rosan_dar] Lê ji destê min çi tê? [486 rosan_dar] Ez behs nekim, nabe. [487 rosan_dar] Herçiqas bûyerek tehl û naxweş e û mirov naxwaze bi bîr jî bîne lê ev tişt qewimî ye; ji lewre divê bête gotin. [488 rosan_dar] Eskerên Reş çima ew gund û gelek gundên din şewitandin sebeb çi bû, Eskerên Reş kî ne? [489 rosan_dar] Bi rastî ev serpêhatiyeke gelekî dirêj e!. [490 rosan_dar] Ji xwe wek min berê jî gotibû, ez li vir, li vî gundî bi cih im; qasî ko ez li ser erdê xuya dibim ewqas jî li bin erdê me. [491 rosan_dar] Nikarim herim, bigerim hertiştî fêrbibim. [492 rosan_dar] Ez tenê li gundê xwe û li der û dora xwe baş haydar im. [493 rosan_dar] Ax ax, ji xêra Xwedê re li her deverê, li her gund û navçeyê jiyana kevin, nû û her tişt bihatana gotin û nivisîn da ko hemderdên min xuyabana û piçekî barê min sivik bibana. [494 rosan_dar] Îro jî Dîkê Mala Hecî Silêmanê Şaşikxwar hat di ber min re derbas bû, çû nav zeviyên xwe. [495 rosan_dar] Hûn dê bêjin ev çi ye, ma bira ew dîk e, an tu welê dibêjî? [496 rosan_dar] Belê, berê ko ez Dîk bidim nasîn, pêwist e ez ji Şaşikxwariya Hecî Silêman dest pê bikim. [497 rosan_dar] Li gund çend heciyên bi navê Silêman hebûn, gundiyan ji wan her yekê re navekî peyda kiribû. [498 rosan_dar] Vêca berî ko Hecî Silêman şaşikê xwar bide serê xwe, hertim bi rêk û pêk şaşika xwe girêdida û bi usûleke xweş dida serê xwe. [499 rosan_dar] Lê rojek Çawîşê qereqolê li nava gund digeriya û li ber dikana Ristem-ku gundî carina li wê derê kom dibûn-, ji gundiyan re got »Nizanim ev bû çend sale ko Serok Komarê me yê nemir înqîlabek çêkir û cil û berg guhertin. [500 rosan_dar] Ka bêjin hûn çima hê jî van şaşik û kuman didin serê xwe? [501 rosan_dar] Rîha xwe mîna ya bizinan berdidin?« Hecî xwest bêje ko li cem wan edet e, yên kal dibin şaşik an kum didin serê xwe, lê hîn gotina Hecî bi dawî ne hatibû Çawîş şaşika Hecî ji serê wî kişand û avête... Hecî deng ne kir. [502 rosan_dar] Şaşika xwe ji erdê hilda. [503 rosan_dar] Piştî ko Çawîş meşiya çû, Hecî şaşika xwe cardin da serê xwe lê vê carê rast ne kir, şaşik li serê Hecî bi hêla rastê xwar bû; loma jî gundiyan gava Hecî ne hazir bana jê re Şaşikxwar digotin. [504 rosan_dar] Sebro û Fatê ji can û dil ji hev hezkirin. [505 rosan_dar] Li gel ko Fatê jinebî bû jî, Sebro guh ne da gundiyan û bi ya xwe kir. [506 rosan_dar] Berê ko bizewicin, gundiyan bi Sebro yarî dikir, digot: [507 rosan_dar] Erê tu bi xwedê kî Sebro, ka bêje te çi di wê jinebiyê de diye, ko tu welê aşiq bûyî, aqil di serê te de ne maye, hindik maye jibo qotejinek tu bi çolan bikevî... [508 rosan_dar] Sebro dikenî; destê xwe dibir ser serê xwe kumê xwe radikir û digot: [509 rosan_dar] A ji we re, vî kumê min carekê tenê bidin serê xwe û bi çavên min li Fatê mêze bikin, wê çaxê hûn ê bibînin ka Fatê çawa ye? [510 rosan_dar] Bi Xwedê, bi Xwedê ne li vî gundî ne jî li dereke din yeke mîna Fatê ne heye û nejî çêdibe. [511 rosan_dar] Hema hîç xwe neêşînin. [512 rosan_dar] Fatê yekta ye, yekta. [513 rosan_dar] Sebro xortekî sêwî û feqîr bû. [514 rosan_dar] Gava Sebro dehsalî bû, zivistanekê aşît li ser mala wan de hat û xaniyê wan di bin berfê de ma, heta gundiyan ew ji bin berfê derxistin dê û bavê wî çûn ser heqiya xwe. [515 rosan_dar] Gundiyan, Sebro ji mirinê xilas kir. [516 rosan_dar] Sebro pêşîn çû ber golikan paşê jî şivanî kir. [517 rosan_dar] Piştî ko mezin bû êdî di nav zeviyên xwe de kar dikir. [518 rosan_dar] Rîsipiyên gund rojekê biryar girtin û gotin divê em Fatê ji Sebro re bixwazin û wan bizewicînin. [519 rosan_dar] Li gund herkesî bi gorî taqeta xwe alîkariya Sebro kir û bi kêfxweşî û şahiyê daweta wan çêkirin û »evîndarên gund« yên bi nav û deng gihandin hev. [520 rosan_dar] Evîna Sebro û Fatê piştî zewacê jî kêm ne bû. [521 rosan_dar] Sebro ji jina xwe pirr hez dikir û hertim alîkariya wê dikir û ne dihişt Fatê karekî giran bike. [522 rosan_dar] Eh, de vêca hûn bêjin, li gund di rewşeke welê de ma gelo mirov ji devê gundiyan xilas dibe? [523 rosan_dar] Yê mala Hecî Silimanê Şaşikxwar jî dîkek û çend mirîşkên wan hebûn. [524 rosan_dar] Li der dora malê, li ser sergo gava ji xwe re li qût digeriyan wî dîkî eger tiştek bidiya hema nikilê xwe li erdê dixist û dibû tix tixa wî, baskê xwe bi erdê re dikişand; xwe dinepixand; gazî mirîşkan dikir; ew xwarin ne dixwar dida mirîşkan. [525 rosan_dar] Ji ber vê yekê gundiyê ko bi jina xwe ve girêdayî û miriyê jina xwe bana, gundiyan ev nav lê dikir: Dîkê Mala Hecî Silimanê Şaşikxwar. [526 rosan_dar] Gundiyan li bin siya min ji bo rûniştinê sekû çêkirine. [527 rosan_dar] Kalemêrên mehela nêzîkê min, dihên ji xwe re li ser sekûyan rûdinin û sohbet dikin. [528 rosan_dar] Ji bilî kalemêran carina Mele Ehmed tevî feqiyên xwe dihat û li bin siya min munaqeşe dikirin an jî xwendina xwe, dersên xwe li cem min dixwendin. [529 rosan_dar] Xwendina wan bi zimanekî biyanî, ango bi erebî û bi zimanê gundê me bû. [530 rosan_dar] Fêrî erebî dibûn lê dersên xwe bi zimanê ez jê hez dikim û fêm dikim şerh dikirin. [531 rosan_dar] Digel kitêbên dînî wan kitêbên din jî dixwendin. [532 rosan_dar] Ji Meleyê Cizirî, Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanî helbest dixwendin. [533 rosan_dar] Ji Xanî Nûbihara Biçûkan, Eqîda Îmanê û her cara ko bihatana beşekî ji Mem û Zînê dixwendin. [534 rosan_dar] Meraqê bi min jî girt, min digot: »Xwedêyo, Tu rêya wan bi vir bixî ka bizanim çi bi serê evîndaran, Mem û Zînê hat.« [535 rosan_dar] Di nav feqiyên mele de yek hebû navê wî Dilşad bû. [536 rosan_dar] Xortekî bejin dirêj û çeleng bû. [537 rosan_dar] Dengê wî gelekî xweş bû. [538 rosan_dar] Gava bi wî dengê xwe yê xweş Mem û Zîn dixwend kezeba mirov diheland. [539 rosan_dar] Carina ez kelegirî dibûm, carina jî hêrs û heybetê min digirt... Lê roja ko Dilşadî beşê şeva zîfafê ya Tajdîn û Stiyê xwend, ez bi asîman ketim; li erşê ala geriyam; firiyam. [540 rosan_dar] Min ji can û dil dixwest ko ez jî di şûna wan bama. [541 rosan_dar] Min digot xwezî bi wan evîndaran... [542 rosan_dar] Dilşad ketibû nozdeh saliya xwe. [543 rosan_dar] Ev salek bû ko ne bi tenê bû. [544 rosan_dar] Bi Binevşa qîza Mele Ehmedî re zewicî bû. [545 rosan_dar] Xwendina xwe zûde xilas kiribû. [546 rosan_dar] Eger ji bo meletiyê biçûyana gundekî din, dê û bavê wî bi tenê diman, lê wî ne xwest ji wan veqete ji lewre Dilşad li cem wan ma. [547 rosan_dar] Li gund di nav mirovên xwe de, li ser erd û rezên xwe dê baş xirab debara xwe bikirana. [548 rosan_dar] Îsal rezên wan bi têr tirî bûn, hin mêwên tiriyê di bin giraniya guşeyan de xwar bû bûn... Ber bi êvarê bû, germbûna tîrêjên rojê êdî şikayabû. [549 rosan_dar] Binevş yek ji wan keçikên herî xweşik bû li gund. [550 rosan_dar] Wê û Dilşadî bi dilketinê ji hev hez kiribûn û zewicî bûn. [551 rosan_dar] Niha Dilşad û Binevş li nav rezê xwe yê li biniya Zinarê Mêşhingivan digeriyan.Wî zinarî ji ko derê ev nav girtiye û zinarek çawa ye? [552 rosan_dar] Belê, mîna tiştên din çîroka navê wî zinarî jî heye. [553 rosan_dar] Nebên ma çi, ser û binê wî ne xwe tev de zinarekî ye, lê ev yeka ne maqûl e; loma ez mecbûr im bêjim ko ew zinar ne zinarekî edeti ye. [554 rosan_dar] Teyrên ko dixwazin ji çavên neçê xwe û çêleyên xwe biparêzin, diçin di nîva wî zinarî de hêlîna xwe çêdikin. [555 rosan_dar] Zinarek, zinarekî berz. [556 rosan_dar] Tu deh xaniyên vî gundê me bidî ser hev bi qasî bilindahiya wî zinarî nabin. [557 rosan_dar] Ew zinar çawa li wê derê bi cih bûye û welê mîna ko hatibe çikandin, û bi wî awayî rabûye ser piyan Xwedê dizane. [558 rosan_dar] Havînekê wexta mêşên hingivî çêle didin; ji wan çêleyan komek ji gund derketin û dan dû rêbera xwe û çûn di nîva wî zinarî li quleke mîna e kewaran de bi cih bûn. [559 rosan_dar] Ji wê rojê vir de navê wî zinarî ma Zinarê Mêşhingivan. [560 rosan_dar] Li kêleka hev li nav rêzên mêwan geh winda dibûn; geh serê wan xuya dibû; bi meşînê re yekcaran kimaxên wan li hev diket û Dilşadî nermbûna kimaxên Binevşê di canê xwe de his dikir. [561 rosan_dar] Carina bi lênêrînek nerm û germ li hev dinêhêrîn û dimeşiyan. [562 rosan_dar] Binevş li kesekekî axê likumî û li ser dev û rû ket xwarê, lê ji ber nermbûna axa nav rez ew ne êşiya û bi ken »ay« got, li bin kirasê wê yê havînî kimaxên wê diyar bûn; Dilşadî xwest wê rake lê bê hemdê wî nêrînên wî çûn ser kimaxên wê. [563 rosan_dar] Di wê bêhnê de gava Binevşê ji kêlekê û di bin çavan re li wî mêze kir, wê dît ko çawên wî li gurmikên wê fedikin; bi niyeta xwe qulubandinê wê kimaxên xwe bi livandineke nerm hinekî din rakirin; bi vê tevgera wê re gurmikên wê bêtir diyar bûn; kirasê wê di nav qelîşteka kimaxên wê de piçek daketî bi cih bû bû; wê xwe quluband û destê xwe dirêjî wî kir; bi dest kişandinek nerm wê mebesta xwe bi wî da famkirinê; li bin mêwên tiriyê hev gevizandin... Bi gestin û maçên evînê deqên sorî di canê hev de mor kirin. [564 rosan_dar] Geh li jêr û geh li jor cilên hev şelandin; li bin mêwên tiriyê bi pelên mêwê pêçayîbûn; ew li bihuştê mîna ew du mirovên cara yekemîn bûn. [565 rosan_dar] Di bin mêweke mezin ya tiriyê reş de, bi dilên têrevîn li hev dinêrîn; wî ji guşiyek tiriyê reş çend heb jê kirin; -di nav lêvên wê de heb bi cih dikir û bi ramîsanên sorgulî wan evîna xwe du par dikirin;- nêrînên wî çûn li ser çalika gerdena wê sekinîn; wî çend hebên din ji guşiyê jêkirin û li ser çalika gerdena wê givaştin; piştî çend heban kortik tije bû û dilopek ber bi jêr bi rê ket; navbera du çiyan re li newalê meşiya hat gihaşt navika wê, »Kaniya Qestelê”; li wê derê ji bêtaqetî serî danî. [566 rosan_dar] Dilşad jî bi nêrînên xwe bi dilopê re dimeşiya; ew jî hat li ser »Kaniya Qestelê« sekinî; serê xwe ber bi kaniyê xwar kir; bi ziman û lêvên xwe yên tî ava kaniyê ya reng şerabî zuha kir û rêça peyayê berê ber bi jor ajot; Binevş li bin wî, bi çavên xwe yên nîv vekirî yên karexezalî difiriya; pêlên evînê di bin zimanê wî de mîna lehiyek Binefş dihejand; Dilşad gihaşte çalika gerdenê û ew ava reng meyî miçikand. [567 rosan_dar] Gava deriyê bihuştê bi kêfxweşî li pêşiya wî bi awayeke daxwazkar nîşana xwevekirinê da, siwarî bê teredut kete hundir; li buhuştê ew yekcar li hev sor bûn; can û giyan bûn yek, ji hev dûr ketin; cardin bûn yek, cardin... xwe li ser pêlên deryayê di keştiyeke xewnî de didîtin; gava keştî ji ber pêlên deryayê ji neçarî û bê mecalî gihaşte kerax û lenger avêt bin behrê êdî rêwî mest bû bûn... Midetekî li bin mêwê li tîrêjên rojê yên ko ji rojava li nav pelan diherikîn û rengek sorî dida nav rez temaşe kirin; roj li ber daketinê bû; ji dûr mina lengeriyeke agirî dixuya. [568 rosan_dar] Avakar ji rindî û hezkirina wan kêfxweş li asîmanê heftan dikenî. [569 rosan_dar] Payîz wexta çinîna tirî û ser rezan bû. [570 rosan_dar] Ev deh roj bû ko Dilşad û Binevş bi rezan ve mijûl dibûn. [571 rosan_dar] Wê salê tirî baş bû, du lên (sîtil) kirin bastêx, yek divs û yek jî divsê tîr çêkirin. [572 rosan_dar] Lênek jî kirin kesme û lepik. [573 rosan_dar] Beranên ji darê dirikan, şivên behîvan, bîhok û hirmî li esîdî xistin û lepik ji bo hişkirinê dan ber tavê. [574 rosan_dar] Nîvlênek esîd ji bo beniyên sor çêkirin, beniyê ji kankilê gozan di esîdê re dikirin piştê ko bihneke xwe digirt careke dî dixistin nav esîdê bi vî şêweyî sê çar car tekrar dikirin heta beniyan baş xwe digirt û bi goşt dibûn. [575 rosan_dar] Nîvlênek şîre jî ji bo beniyên spî anîn malê. [576 rosan_dar] Roja dî çend nas û dost hatin malê ji bo çêkirina çalme. [577 rosan_dar] Ji bo çalme, ji darê belelûkan şivên dirêj bi qasê metreyek jêdikirin û diteraştin; serê şivan bi şax dihîştin. [578 rosan_dar] Çend şiv didan ber hev û baş girêdidan. [579 rosan_dar] Esîd çêdikirin û ji bo rengê esêdê vekirî be hinek dew dixistin nav şîreyê, piştî ko esîd dikelî, esîd bera teştekê didan û berê ko sar bibe, sê çar kesan bi wan şivên çêkirî bi hevre li esîdê didan heya ko esîdê rengê xwe diguhert û spî dibû. [580 rosan_dar] Piştê ko rengê esîdê hat guhertin û spî bû, bi vê yekê re him tîr dibû him jî bi kef. [581 rosan_dar] Ji vir pê ve mîna yê beniyên sor beniyan li esîdê dixin û didin ber tavê da ko zuha bibin. [582 rosan_dar] Li gundê me bi rehetiya bi dawîanîna karên xwe yên rojê bi awayekî westiyayî piştî nimêja eşayê pirraniya gundiyan dinivin. [583 rosan_dar] Vê carê jî welê kirin. [584 rosan_dar] Bûmekî hat û li ser dara tuyê venişt. [585 rosan_dar] Bi çavên xwe yên beloq li tariya şevê fedikir. [586 rosan_dar] Ev berbang wek berbangên din bi xweşî li ser wan ronî ne bû. [587 rosan_dar] Bi xwe re esker û cendirmeyên kinc kesk anî. [588 rosan_dar] Beriya şefeqê bi du saetan hatin gund û li dora wî bi cih bûn. [589 rosan_dar] Bi şefeqê re gazî Mixtar kirin û jê re gotin bila, Bekçî gazî hemî gundiyan bike û ji wan re bêje emrê qumandar e, bila hemî li ber qereqolê kom bibin. [590 rosan_dar] Qereqol li hêla rojhelat li qeraxa gund di xaniyekî yek tebeqe de bû, ew jî li quntarê çiya bû, li kêleka milê rast yê xaniyê qereqolê kaşekî vala bi strî û kevirên birqok hebû. [591 rosan_dar] Ji ber nêzîkî qereqolê bû gundî zêde ber bi wî ve ne diçûn. [592 rosan_dar] Sebro û Fatê ji êvarê de li ber mengenê rûniştî demetên titûn ji bo hûrkirinê hazir dikirin. [593 rosan_dar] Dê sibeyê Sebro biçûyana bajêr. [594 rosan_dar] Ji Fatê re digot: »Hîn piyasa titûnê venebûye, eger ez niha titûnê bibim bajêr û bifroşim, dê pereyekî baş bikeve destê min.« Titûn pel bi pel paqij dikirin, ji pelan damar dikişandin û li ser hev demet dikirin. [595 rosan_dar] Bi qasî bîst demetan titûn paqij kirin. [596 rosan_dar] Sebro carê çar demet di zikê mengenê de bi cîh dikir. [597 rosan_dar] Bi rastî karê bi titûnê ve û mengene kirina titûnê çîrokekê dirêj e. [598 rosan_dar] De ka bila titûna qutiya dikandarê Sûka Şewitî ji we ra çîroka xwe bêje: [599 rosan_dar] ”Tovê min li biharê li ser axeke bi zibil tê reşandin. [600 rosan_dar] Piştî ko wek şitil ez mezin dibim, vêca min ji rehên min ve dikşînin û dibin li nav zevî an bostanan datînin. [601 rosan_dar] Piştî çend efar û avdanan lemên min bilind dibin. [602 rosan_dar] Ji hêla binî ve gava pelên min bi deqên zer tên nexşîn êdî wext e ko wan pelan jêkin û bibin malê. [603 rosan_dar] Min dibin yek an du rojan ji bo ez baş zer bibim dixin xweydanê. [604 rosan_dar] Paşê min bi ben an şerîtan ve dikin û didin ber tavê ji bo hêşkbûnê. [605 rosan_dar] Piştî ko ez hişk dibim min li ciheke bi nem datînin û di demsala payîzê de ez têm paqijkirin û bi rengên xwe yên guhertî ve têm dabeş kirin. [606 rosan_dar] Û niha jî ez li bin kêra Sebro li ber mengenekirinê me. [607 rosan_dar] Eger yê mengene dike yekî jîr be, ez dibim mîna porê keçên kej, dirêj û reng zer. [608 rosan_dar] Min gelek caran bihistiye, ko hinan gotiye »Mirov dil dike vê titûnê bixwe.« Eger li ser riya bajêr ez ji destê cendirman û li bajêr jî ji destê »qolçiyan« xilas bibim li Sûka Şewitî têm firotin. [609 rosan_dar] Vêca dikandarê kiryar qutiya xwe ji berîka xwe derdixe û tu dibê qey wî bi xwe ez afirandime, dirêjî dostên xwe dike...« [610 rosan_dar] Gundî ne bi dengê mele ne jî bi dengên dîkan şiyar bûn wê sibehê, Bekçiyê gund li ser baniyan digeriya û bi dengê xwe yê li xewê fermana qumandar ji gund re eşkere dikir. [611 rosan_dar] Gundiyên ko serê sibehê zû diçûn ser karê xwe li nav zeviyan û yên ko hayiya wan ji fermanê tune bû an jî dixwest xwe li derveyê gund veşêrin, ji alî eskerên ko li kemînan li dora gund bûn hatin girtin; bi xweşî an zorê tevî mêr û xort yên li gund, li ber qereqolê kom bûn. [612 rosan_dar] Sebro tevî du cendirmeyan û li ser milê wî mengene û li pişta wî çewalek titûn ber bi meydanê dihat. [613 rosan_dar] Cendirmeyan ew rasterast bir cem qumandarê xwe. [614 rosan_dar] Qumandar bi şiva destê xwe mengene nîşan da û ji Sebro pirsî ka »ew çi ye.« Sebro got »ev mengeneya titûn hûrkirinê ye.« Li ber qereqolê li pêş çavên hemiyan bi Sebro hin titûn dan hûrkirinê. [615 rosan_dar] Piştî ko dîtin rast e, vêca cendirman Sebro bi defdanan bir nav gundiyên din. [616 rosan_dar] Qumandar hat û li pêş gundiyan sekinî û bi dengek tehdîtkar got: »Hinan ji we îşev mala Çawîş gulebaran kiriye. [617 rosan_dar] Ka bêjin kî ye? [618 rosan_dar] An na ez ê welê bikim ko hûn dê poşman bibin ko hûn ji diya xwe bûne.« Ji gundiyan tu deng derneket. [619 rosan_dar] Temamê gundiyan mîna şagirtên didistanê ketibûn rêzê. [620 rosan_dar] Qumandar çovek di dest de li pêşiya wan diçû dihat. [621 rosan_dar] Bêdengiya gundiyan ew yekcar hêrs dikir. [622 rosan_dar] Bi çovê destê xwe li bin çena wan dixist bi wî şêweyî serê wan radikir û pirsa xwe tekrar dikir. [623 rosan_dar] Gundî bêdeng bûn. [624 rosan_dar] Qumandar emir da eskerên xwe ko çovên baş ji xwe re peyda bikin û »van ker kurrê keran« bîstek »talîm« bikin. [625 rosan_dar] Cendirme û eskeran ji hewşên nêzîk mirdyaq anîn. [626 rosan_dar] Bi emrê marş! [627 rosan_dar] ve berê gundiyan dan wî kaşa bi strî û keviran, gundî dibeziyan û eskeran jî ji par ve li nav ser, mil, pişt ne digot li wan didan. [628 rosan_dar] Dilşad û çend kesên din ko xwestin tiştin bêjin û li dij vê zordestiyê derkevin, ji hemiyan bêtir lêdan xwarin. [629 rosan_dar] Eskeran carê rêzek gundî didan ber xwe û ew »talîm« dikirin. [630 rosan_dar] Gava hin esker diwestiyan hinên din cihê wan digirt. [631 rosan_dar] Ji serê sibê heya bi nimêja nîvro li gundê me li ber qereqola gund, gundiyê ko lêdan nexwar ne ma. [632 rosan_dar] Gava eskeran terka gund kir, bêdengiyeke giran û bi êş û nefret xwe li gund pêça. [633 rosan_dar] Dilşad jî tê de gelek kes bi rojan, hin jî bi hefteyan li nav nivînan man... [634 rosan_dar] Ez hîn li vir im; li gundê xwe li ser axa xwe me; bi rehên xwe ve li bin kûrahiya axa gund rêç dayî me; li ser erdê, bi hêz û heybet im. [635 rosan_dar] Bi berên xwe, kankilên xwe xweşiya kêfa zarokan im. [636 rosan_dar] Bi hemî êş, jan, xweşî û nexweşiyên xwe ve li vir im. [637 rosan_dar] Bi emir im, kal bû me. [638 rosan_dar] Ji dostên min yên vî gundî gelek kes çûn ser heqiya xwe. [639 rosan_dar] Zarokên wan, neviyên wan, neviyên zarokên wan hatin û çûn; zordestî li wan hate kirin; birçî man; pêlên zilmê li wan rabûn; agir û tofanan xwe li xaniyên wan pêçan... Bi çiya ketin li şikeftan, li gelî û newalên kûr man. [640 rosan_dar] Bi destên hev girtin hatin; cardin li kêleka min rûniştin; bi kul û keder ji dil axîn kişandin... Xaniyên xwe nizanim cara çendan ji nû ve avakirin. [641 rosan_dar] Bi destên xwe yên terizî kevir li ser kevir jiyaneke nû danîn; tovên jiyaneke nû çandin... [642 rosan_dar] Çiyayê Zêrkan çiyayekî bilind û bi darên mazî û hewrsan xemilandî ye. [643 rosan_dar] Li der û dora xwe bi bilindbûna xwe ve bi xof e. [644 rosan_dar] Newal û dolên dorûdor hemî di bin heybeta wî de ne; û di demên geşbûn û kêfê de berê xwe didin wî. [645 rosan_dar] Zelaliya berbangên sibehan ji qotikên wî dertên. [646 rosan_dar] Roj bi tîrêjên xwe yên bi şewq û zer li qotikin wî diteqe, germahî û jiyanê ji wê derê li gelî û newalan direşîne. [647 rosan_dar] Gundên cîran, şêniyên wan, di demsalên bi baran û berf de, li wî mêze dikin. [648 rosan_dar] Ew, ji bo wan mîna nîşana rewşa dinyayê ye. [649 rosan_dar] Gava serê çiyê bi mij û dûman e, dizanên ko êdî şilî nêzîk e. [650 rosan_dar] Berf û baran li rê ye. [651 rosan_dar] Serma û seqem dê mideteke din xwe bigehîne warê wan jî. [652 rosan_dar] Birûskên asîmanqelêş di zikê wî de deng didin. [653 rosan_dar] Gurmîn û xumîna dengên wan birûskan teyr û tilûran, gur û hirçan, rovî û kerguhan bi hebûn û hêza xwe dide hesandin. [654 rosan_dar] Di nav zinar û qelîştokên çiyê de her cûre heywan ji xwe re mekanekî peyda dike, ji lewre di şevên tarî de, dibe warê koviyan; ew dil germ e, bi dil germiya xwe ji her babet jiyanê re hembêzvekirî ye. [655 rosan_dar] Ava çeman, ava kanî û golan ji zikê wî dertê. [656 rosan_dar] Zivistanê, ew, li dema şiliyê dilê xwe bi berf û baranê paqij dike û ji nû ve dadigre. [657 rosan_dar] Bi hêz û heybeta xwe bi gurmîn û şeqînê, bi rehên xwe, ava wek seqemê li der û dor belav dike. [658 rosan_dar] Tê gotin ko şivanekî di dawiya biharekê de gava li ber pez bû, rastî avzêmekê hat; bîstekê ax da alî, di bin kevir û qelîştokan de xumînî ji avê dihat; şivên meraq kir û bilûra xwe avête nav avê, bilûra şivan, piştî çend rojan xeber gihîşt gundê wî ko li gundekî din di kaniyekê de derketiye. [659 rosan_dar] Lê hin jî dibêjin şêniyên gundê quntara çiyê, avzêmek hema bêje di nîva bilindahiya çiyê de dîtin û dest pê kirin û kolan, piştî ko di nav zinaran re guh li xumîniya avê kirin, anîn xirarek ka bera nav qelîştokan dan, meraq dikirin ka dê kaya wan li ko derbê. [660 rosan_dar] Paşê pê hesiyan. [661 rosan_dar] Kaya wan li gelek gundên nêz û dûr, ji avzêm û kaniyan derket. [662 rosan_dar] Lê paşê, bi herikandina axê re devê qelîştokan hat girtin; û ew roj ev roj nema kes cihê wê avzêmê, ya li çiyayê Zêrkan, dikare bibîne... [663 rosan_dar] Bi çîrok û nehîniyên xwe ve çiyayekî navdayî ye. [664 rosan_dar] Tirsa dilê zarokan, xweşî û germiya çîrokên zivistanê yên şevên dirêj e, cih û warê mehkûm û fîraran e. [665 rosan_dar] Stara evîndaran, dilketiyan û veşartoka keç û xortên dil lerzok e. [666 rosan_dar] Çiyayekî dil bi rehm e. [667 rosan_dar] Derengê şevê di şikefteke piçûk de, li çiyayê Zêrkan ez di xew re çû bûm, xewn û xeyal, ji şikefta ko di navsera çiyê de bû, min hêla rojhilat xweş didît. [668 rosan_dar] Geh bi wan re, geh ji dûr mîna ko dûrbîneke baş li ber çavên min be, hertişt pirr xweş û zelal xuya dibû: [669 rosan_dar] Zivistan ber bi dawiyê ve diçû û bêhna biharê êdî dihate mirovî. [670 rosan_dar] Hingura sibê bû. [671 rosan_dar] Li geliyê Zêrkan peyayên xweşmêr û mêrxas di tevdîreke giran de bûn. [672 rosan_dar] Ew dê ber bi bajarekî mezin biçûyana. [673 rosan_dar] Şev bû, tarî bû. [674 rosan_dar] Di tûrên -serê hespên- wan de ceh û alif... Li qonaxeke mezin serokeşîr û giregirên wan di xewneke sivik de raketîbûn. [675 rosan_dar] Li ber deriyê qonaxê esker di nobedariyê de bûn. [676 rosan_dar] Beriya berbangê rabûn, xwe hazir kirin. [677 rosan_dar] Piştî limêj û taştê, li ber qonaxa giran civiyan. [678 rosan_dar] Bi qisekirin, kustepist, bi coş û heyecan bûn. [679 rosan_dar] Piştî midetekê Rîspiyek ji qesrê derket. [680 rosan_dar] Li cihekî bilind sekinî. [681 rosan_dar] Li der û dora wî mirovên qedir bilind hebûn. [682 rosan_dar] Hêdî hêdî li dora xwe mêze kir. [683 rosan_dar] Bi şêweyeke nerm dest bi axaftina xwe kir, her ko diçû dengê wî xurttir û bilindtir dibû. [684 rosan_dar] Axaftina xwe, »Xwedê bi me re ye« bi dawî anî, bi peyiva »amîn« xilas kir. [685 rosan_dar] Hemiyan bi hev re »amîn« gotin... [686 rosan_dar] Siwar li pêş, li pey wan peya ketin rê. [687 rosan_dar] Hespên li bin siwaran di heyecan û keftelefta bezînê de bûn. [688 rosan_dar] Ber bi bajarê qedîm, bajarê hêviyê, bajarê dilê welatê xwe bi rê ketin. [689 rosan_dar] Berbanga sibê bû, diherikîn, pêl bi pêl di geliyê Zêrkan re diherikîn... [690 rosan_dar] Dinya sar bû. [691 rosan_dar] Roj li ber hilavêtinê bû. [692 rosan_dar] Qotikên çiyê tîrêjên rojê ji dûr direşandin. [693 rosan_dar] Eskerên Rîspî bi kincên xwe yên sipî, bi şal û şapikên xwe, bi şaşikên xwe, bi kolosên xwe ve parçeyekî wan çiya û newalan bûn. [694 rosan_dar] Hin bi çek bûn. [695 rosan_dar] Modelî û eyneliyên wan li milê wan û xencerên wan li ser zikê wan, li ber wan bûn. [696 rosan_dar] Yên bê modelî bi xencer bûn, bi çov bûn, bi kêr bûn... Di tûrê hinan de nanê tenûrê, ew diçûn, ber bi bajarê qedîm diherikîn. [697 rosan_dar] dî sibe bû. [698 rosan_dar] Li ber dil û çavên wan siwar û peyayan, wê sibehê roj sed qat ronahîtir û germtir li topika çiyayê Zêrkan bilind dibû. [699 rosan_dar] Dikeniya. [700 rosan_dar] Modelî û eyneliyên çekdaran di şewqa xwe de dibiriqand. [701 rosan_dar] Xencerên wan diçûrisîn... dî dunya germ dibû. [702 rosan_dar] Pêla germbûnê xwe li eskerên Rîspî pêçabû. [703 rosan_dar] Bi dilekî germ û têrcoş li hespên xwe siwar, di nav qedirbilindên civata xwe de ber bi bajarê qedîm diherikîn... [704 rosan_dar] Her ko diçû hejmara wan zêde dibû. [705 rosan_dar] Ji gundên derûdor xelk tevî wan dibû. [706 rosan_dar] Piştî demekê êdî gihaştibûn qeraxên bajarê qedîm. [707 rosan_dar] Bajar bi beden û bircan pêçayî bû, beden li ber tevgera wan ber bi asîman bilind dibû. [708 rosan_dar] Zû bi zû rê ne dida kesî ko têkevin nav dilê wî. [709 rosan_dar] Gelek bûyer bi serê wî de qewimî bûn. [710 rosan_dar] Bajarê kevin li ser bejna deşta fireh, bi dîmen û dilxweşiya xwe, bi ezamet û heybeta xwe, li ber seqem û bayê, di bin perê çiyayekî, li perê çemekî, mîna bûkeke xemilandî li hêviya xwazgîniyê xwe bû. [711 rosan_dar] Bi şik bû, bi heyecan bû... Lê gava çiyayî hatin û li der û dora wî civiyan dilê wî germ bû, ji german hema bêje dikir bikeliya. [712 rosan_dar] Wî dizanî, yên ko hatine ji dil û can, ji kezebê, ji evîna dil ji wî hez dikin. [713 rosan_dar] Wan dixwest wî hembêz bikin, dil û mejiyê wî paqij bikin, wî di nav evînê de gêj bikin, sermest bikin, jê re govend û dîlanan bi darxinin, kuçe û kolanên wî bibiriqînin, bircên wî bixemilînin, kemerek zêrîn li pişta wî girêdin, ji gulên sor, zer û spî bi fetlokên kesk tacekê çêkin; bi rûmet û qedirbilindî bi destê Rîspî, wê tacê bi coş û şahî, deynên ser serê wî û wî pîroz bikin... [714 rosan_dar] Li ber bircên bajarê qedîm demeke dirêj man. [715 rosan_dar] Şer kirin, ketin nava bajêr, di dilê bajarî de dest bi xencer êriş birin... Lê bajarê qedîm ne hazir bû ko xwediyê xwe, evîndarên xwe hembêz bike. [716 rosan_dar] Ew di bin giraniya çekên neyaran de ustîxwar bû, neçar bû... Xwazgîniyên wî bi dilekî xemgîn vekişiyan. [717 rosan_dar] Bê dilê xwe ji bajarê qedîm, bajarê dilê çiyayiyan, bajarê paye bilind, bajarê bi keleh û birc, bajarê bi minareya çar ling, bajarê çar derî, bajarê bi tolaz û pêxwasên xwe ve bi navûdeng li pey xwe hîştin û ji bo demekê jê xatir xwestin! [718 rosan_dar] Berbanga sibehê di wê şikefta piçûk de li çiyayê Zêrkan, yê ko wê sibehê bi mij hatibû pêçan, ez bi tevzînokên sermayê ji xewê şiyar bûm. [719 rosan_dar] Rabûm ser xwe, çûm ber deriyê şikeftê min li dûr mêze kir, lê ji mijê tiştekî xuya ne dikir! [720 rosan_dar] Şêrko xortekî çardeh salî, ji gundekî bakûrê bajarê qedîm û çiyayî bû. [721 rosan_dar] Mirovên wan li bajarê qedîm hebûn; ew li mala wan dima û diçû dibistanê. [722 rosan_dar] Hemsalê wî Xelef, kurê malê, bi Şêrko re wek bira bû. [723 rosan_dar] Şêrko tevî bavê xwe hefteyek bû ko hatibû bajêr. [724 rosan_dar] Şêrko tevî hemsalê xwe ev çend roj bûn, hertim diçûn ser banê xaniyekî -ku nêzî meydana fireh bû- li meydana sêdaran dinêrîn. [725 rosan_dar] Sêdar, [726 rosan_dar] ew darên mirinê, [727 rosan_dar] bi kindir, zirav û berz. [728 rosan_dar] Sêdar, [729 rosan_dar] li erdê dagirkirî, [730 rosan_dar] bi destên bêbextan rastkirî. [731 rosan_dar] Sêdar, [732 rosan_dar] mengeneyên mirina sar, [733 rosan_dar] mirina xof û dijwar. [734 rosan_dar] Sêdar, [735 rosan_dar] kujarê azadiyê. [736 rosan_dar] Sêdar, [737 rosan_dar] sebebê rondikên zelal. [738 rosan_dar] Sêdar, [739 rosan_dar] ezraîlê bi destê insanan çêkirî. [740 rosan_dar] Dinya germ bû, demsala havînê bû. [741 rosan_dar] Li meydana sêdaran esker diçûn û dihatin, li kêleka hev gelek sêdar hatibûn rêz kirin. [742 rosan_dar] Li jora her sêdarekê kindirek hatibû girêdan, xeleqeyek li nava her sêdaran ber bi jêr daketî bû. [743 rosan_dar] Neçar bû... [744 rosan_dar] Ev roja heftan bû ko her roj qefleyek çiyayî dihatine xeniqandin. [745 rosan_dar] Gava Şêrko ew kesên ko cil û bergên wan yên wek gundiyên wî bûn didîtin, dilê wî dişewitî, xem û keserê xwe li wî dipêça, ew diêşand. [746 rosan_dar] Rondikên çavên Şêrko û Xelefî zuha bûbûn. [747 rosan_dar] Dilê wan bi êş lê dida. [748 rosan_dar] Ji kerb û hêrsan, bi mad nexweşî, ew ruyên bê guneh û pak hatibûn guhertin û cihê xwe ji êş û derdan re hîştibû... Di wan çend rojan de zaroktiya xwe ji bîr kirin, te digot qey nema zarok in; awir, meş, xeberdan, rabûn û rûniştina wan, her tiştê wan, hatibû guhertin. [749 rosan_dar] Şêrko piştî çend rojan tevî bavê xwe ji bajêr bi derket û berê xwe dan gundê xwe li hêla bakûrê bajarê qedîm, ber bi çiyan meşiyan... [750 rosan_dar] Di piçûkiya xwe de Sosinê jî wek hemî zarokan ji çîrokan gelekî hez dikir, ji lewre ew çîrokên dêw, dirinde, cin, perî, pîrebok, mêrên şevê û gelekên din wiha di mejiyê wê de bi cih bûne ko ew dike nake ji wan xilas nabe. [751 rosan_dar] Herçiqas hin texlîtên tirsê di salên wê yên kamil de jî li tirsên wî zêde bûn jî, lê yên zaroktiya wê hertim xewa şevan li wê diherimînin û pirê caran wê di nav xwîdaneke sar de dihêlin. [752 rosan_dar] Bîranîn û serpêhatiyên tirsê tenê para wê ne bûn; herweha tê bîra wê ko di zaroktiya wî de pîra wê jî behsa tirs û xewnên tirsê dikir. [753 rosan_dar] Derengê şevê berî berbangê, gava pîra Esma ji xew bi tirs û lerz şiyar bû, diricifî. [754 rosan_dar] Li dora xwe mêze kir, bêhna xwe stand, maxên xênî, dîwar, derzîdank, Quran û hemalî, tifika agir, li kêleka tifikê pisîng bi nirenirê, hertişt wek hergavî li cihê xwe bû. [755 rosan_dar] Pîra Esma ji xwe re got şikir, hezar şikir ji Xwedê re ko xewn bû... [756 rosan_dar] Ew jî bi selawat û duayên pîra xwe, Esmayê, ji xew şiyar bû, wê jê pirsî ka çi bûye? [757 rosan_dar] Pîra wî got »derengê şevê ye, niha razê ez ê serê sibê ji te re bêjim.« Pîra wî Esma jiyaneke dirêj jiya bû. [758 rosan_dar] Wê gelek zehmetî dîtibû. [759 rosan_dar] Carina behsa serpêhatiyên xwe, malbata xwe, gundê xwe dikir. [760 rosan_dar] Lê ya herî giran û ya ko di gava behskirinê de jî pê diêşiya dema xelayê bû. [761 rosan_dar] Her di wê wextê de nexweşiya taûn ketibû nav wan; û li gund, her roj çend meyt radikirin. [762 rosan_dar] Serê sibê Sosinê ji Pîra Esma pirsî ka ew çi xewn bû ko ew ewqas bi tirs şiyar bû, Pîra Esma xewna jêrîn ji wî re behs kir: [763 rosan_dar] »Di tariya şevê de qêrîn û hewar kete nav gund. [764 rosan_dar] Dengê jin, mêr, kal, pîr û xortan tevlîhev bû. [765 rosan_dar] Ji rojava hatin, bi tîr û kevan in! [766 rosan_dar] Agir dibarînin. [767 rosan_dar] Tîrên wan şivên agir in... [768 rosan_dar] Xwedê hîfza mirov bike... [769 rosan_dar] Bîsmîlahîrehmanîrehîm... keçê diayan bixwînin... [770 rosan_dar] Gazî ewliyan bikin... ... [771 rosan_dar] Ha vaye, direvin. [772 rosan_dar] Ber bi rojava direvin. [773 rosan_dar] Mezinên me, ewliyayan li wan xist... [774 rosan_dar] Komikên mirovan li hev civiyan, dest bi axaftinê kirin. [775 rosan_dar] Gotin efrît in, efrîtên mirinê ne, yên ko avêtin ser gund. [776 rosan_dar] Bi xêra gorbuhiştan, bi xêra ewliyayan, gundî tenê bi du miriyan vê carê ji destê jana mirinê xilas bûn...« [777 rosan_dar] Ez ji beriyê dihatim û ber bi çiya diçûm. [778 rosan_dar] Piştî nimêja esirê min xatir ji mazûbanê xwe xwest û ez bi rê ketim. [779 rosan_dar] Ber êvarê ez gîhaştim biniya gundê Birkan, çend malên ko nêzîkî rê bûn, li ser banên wan, gundî diçûn û dihatin. [780 rosan_dar] Gava wan ez dîtim, gazî min kirin: [781 rosan_dar] Ho xortoo! [782 rosan_dar] Li ser pişta hespê xwe di nav ramanên ber bi malê ko min dixwest gavekê zûtir herim; ji ber bangkirinê ez sekinîm, min serê hespê xwe zivirand, berê xwe da hêla ko deng dihat û min hespê xwe ber bi wan ve ajot. [783 rosan_dar] Min silav da wan. [784 rosan_dar] Silava min hildan û gotin: [785 rosan_dar] Keremke em derbasî hundir bibin. [786 rosan_dar] Îşev li cem me bimîne. [787 rosan_dar] Min sipasî wan kir û got: [788 rosan_dar] Ez dixwazim gaveke zûtir herim. [789 rosan_dar] Kirin ne kirin min got na ez ê herim. [790 rosan_dar] Gotin: [791 rosan_dar] Heyran bi rastî em naxwazin tu niha bi tena serê xwe herî, piştî vî girê hanê ko li ser riya te ye, geliyê cinan heye. [792 rosan_dar] Kesek nikare bi şev tê re bibihure. [793 rosan_dar] Tirs heye, cinawir hene, gelek mêrxas bêhiş ketine... [794 rosan_dar] Ez ê xort, bi xwe bawer, xencera min li ber min, li milê min modelî, hespê min li bin min, duxan ji serê min radibû. [795 rosan_dar] Kirin ne kirin, min got: [796 rosan_dar] Ez nikarim bisekinim. [797 rosan_dar] Li gundê Mendan ez ê bibim mêvanê dostekî xwe. [798 rosan_dar] Min xatir ji wan xwest û berê hespê xwe zivirand ser riya xwe. [799 rosan_dar] Ber êvarê dunya hêdî hêdî tarî dibû. [800 rosan_dar] Destpêka payîzê, germiya havînê êdî şikestibû. [801 rosan_dar] Wexta ez gehîştim gelî, edî wî kirasê şevê li xwe kiribû. [802 rosan_dar] Ez, berê bi roj di wî geliyî re derbas bû bûm, ji lewre derûdor ji min re ne xerîb bû. [803 rosan_dar] Bi ajotineke nerm gelî saetek wext digirt. [804 rosan_dar] Herçiqas ez bi xwe bawer bûm û min ji xwe re digot ez natirsim, lê piştî nêzîkbûyîna min li gelî, ew tiştên ko gundiyan ji min re behs kiribûn di dilê min de wesweseyek peyda dikir. [805 rosan_dar] Min hespê xwe bi diqet diajot. [806 rosan_dar] Lê wesweseya dilê min di mejiyê min de bê hemdê min serpêhatiyek vejand: [807 rosan_dar] Heçî wexta ez zarok bûm, li gund şevên zivistanê yên dirêj bê çîrokan ne diborîn. [808 rosan_dar] Eger me zarokan keysek bi dest bixistana û xwe bigîhandana mala ko yek ji çîrokbêjên gund lê mêvan bû, wê şevê kêf kêfa me bû. [809 rosan_dar] Me li ber dîwêr an jî li quncikekê ji xwe re cihekî peyda dikir û em bê sebir li hêviya çîrokan diman. [810 rosan_dar] Çîrokên pelewanan, padîşahan, pismîr û dotmîran, dêwan, pîrebokan, çîrokên li ser dirindeyan û gelekên din... Carina çîrokbêj bi xwe dest pê dikir çîrok digot, carina jî daxwaza guhdaran bi cih dianî. [811 rosan_dar] Di navbir an bêhnvedana çîrokbêj de, ji qatix an fikiyên hişkirî, piçek para me jî diket. [812 rosan_dar] Me bi dilxweşî dixwar... Heçî şeva ko çîrokên tirsê, an dirindeyan bihatana gotin, tirs dikete dilê me, em bê dilê xwe radibûn û me bi tirs û lerz berê xwe dida malê. [813 rosan_dar] Gava li malê jî pîra min ji me re çîrokina li ser dirindeyan digotin, û bi taybetî yên behsa guran nava me diqetand. [814 rosan_dar] Şevên zivistanê yek caran ez ne diwêrîm ji malê derkevim, li derve bimîzim, heta ji min dihat min xwe digirt, lê çare tune bû, gava ez diçûm derve jî, bi tirs û lerz min mîz dikir, di vegerê de ez ditirsiyam û berê ko min xwe biavêtana hundir, min ji xwe re digot, wextî gurekî bi min bigire. [815 rosan_dar] Gurên har. [816 rosan_dar] Digotin: ‘Rojekê zilamekî jêhatî, di şeveke zivistanê de ko berf datê, dinya sar e, dibêje ez dê herim, mala xwezûrê xwe. [817 rosan_dar] Mirovên wî jê re dibêjin, heyran zivistan e, berf e, sar e, dirinde hene, gur hene, birçîne, diavêjin ser gundan, li heywanan dixin; kirin ne kirin, zilam dibêje îla ez dê herim. [818 rosan_dar] Dêbêje, vaye hespê min heye, şûrê min li ber min, xencera min bi min re, tifinga min bi min re ez ê ji çi bitirsim. [819 rosan_dar] Radibe, êvarê dereng ji gund derdikeve û berê xwe dide gundê xwezûrê xwe. [820 rosan_dar] Piştî riya du saetan, ko her berf datê, li newalekê dibe zûrîna guran. [821 rosan_dar] Zilam dilezîne, lê ji ber berfê hespê wî nikare pirr zû here. [822 rosan_dar] Wele dibêjin piştî demekê zûrîna guran nêzîktir bû, her diçû nêzîk dibûn, mideteke kurt de birek gur derdikevin pêşiya wî. [823 rosan_dar] Gur birçî bûn, agir ji devê wan diçû. [824 rosan_dar] Piştî demekê zilam û hespê wî avêtin... Berf bi xwînê sor kirin.’ [825 rosan_dar] Îlahî ezîm, min dikir ne dikir ez ji çîrok û serpêhatiyan xilas ne dibûm. [826 rosan_dar] Li newala cinan, vê carê jî serpêhatiyeke min hat bîra min: [827 rosan_dar] Dawiya meha Gulanê bû. [828 rosan_dar] dî dinya gelek germ bû bû, hema bêje havîn bû. [829 rosan_dar] Mîna hemî gundiyan em jî bi şev li ser banan radiketin. [830 rosan_dar] Ez wê gavê 56 salî bûm. [831 rosan_dar] varê me zarokan bi hev re cihê xwe li dor sifreya xwarinê girt û me zikê xwe, bi nan û mehîra ko li ser kaniyê hatibû sarkirin, têr kir. [832 rosan_dar] Ji ber ko xaniyên me û cîranan bi hev ve hatibûn avakirin, ser banan wek meydaneke fireh bû. [833 rosan_dar] Wê şevê çend mêvanên me jî hebûn. [834 rosan_dar] Piştî ko diya min nivînên me zarokan danîn, ez rabûm û çûm ketim nav nivînan. [835 rosan_dar] Ji cihê min, bi qasê deh metreyan dûr, bavê min bi mêvanan re bû, ji xwe re sohbet dikirin. [836 rosan_dar] Li hêla din, ji me bîst metre dûr heft-heşt keç û jin li dora oberiyekê rûniştî şiîre dibirîn... [837 rosan_dar] Piştî midetekê ez di xew re çûm. [838 rosan_dar] Li pişta xaniyê me ko ji erdê ne gelek bilind bû, ji bo xanîavakirinê cîranê me gelek kevir avêtibûn ser hev, hema bêje bilinbûna koma keviran gihaştibû ser xanî. [839 rosan_dar] Hêla pêşiya avahiyê vekirîbû û rêyek derbas dibû, nêzîkî xênî li ber dîwêr gelek teht hebûn. [840 rosan_dar] Ji pêşî, xanî bi qasê 5-6 metreyan bilind bû. [841 rosan_dar] Ez di xew de me, lê min hayê jê tune ko xewn e, bi gotina guran dora gund girtiye, min berê xwe da pişta xanî, min dît vaye gurekî devvekirî, diranên wî qîç di ser keviran re meşiya û xwe avête ser banî û ber bi min hat, (îcar ne xewn e, ez bira dibezim) ez hema ji nav nivînan rabûm û Xwedêyo tu quwet bidî piyan, bi qêrîn û hawara »gur hat!« ez reviyam, ji kêleka komika jinan bi bayê bazdanê ez çerixîm û ber bi hêla tehtan çûm, bi hawar û qêrîna min re bavê min, jinên şiîrebir, her yekî ji hêlekê gazî min dikir û bavê min li pey min baz dida. [842 rosan_dar] Çawa bû ez hîn jî nizanim, berê ko ez ji ser banî gêrî bin banî bibim, ango ji 5-6 metreyan xwe bavêjim ser tehtan, tam li ser sifirneyê ez sekinîm û rûniştim. [843 rosan_dar] Edî bavê min jî gihaştibû min... [844 rosan_dar] Ez serê sibê gava ji xew şiyar bûm, ji min re bûyera şevê gotin, lê xewn xeyal bi zor dihate bîra min. [845 rosan_dar] Dihate bîra min, lê ew tiştên ko dihatin bîra min hên jî di bîra min de ne. [846 rosan_dar] Ez wê carê ji destê guran xilas bû bûm, lê ji firîna min re jî tenê nîv metre mabû. [847 rosan_dar] * [848 rosan_dar] Ez wê carê ji mirinê xilas bû bûm, lê bi van serpêhatî û bîranînan re sawa tirsê li min giran dibû. [849 rosan_dar] Heya ji min dihat min dixwest ez xwe ji wê gerîneka bîranîn û fikirên tirsê xilas bikim, lê karê min çi mixabin ne hêsa bû. [850 rosan_dar] Ez midetekê di newalê de çûm; ji nişkê ve hespê min sekinî û rabû ser lingên xwe yên dawî û şîhiya. [851 rosan_dar] Baş bû ko hefsar di destê min de şidayî û min hespê xwe baş nasdikir, an na dê min biavêta. [852 rosan_dar] Min hewl da ko ez hespê xwe sakin bikim, gava min li pêşiya xwe mêze kir, çi bibînim, vaye heywanek ko wek golikekê bû, li pêşiya min li ser rê sekiniye û rasterast li min mêze dike. [853 rosan_dar] Lê ya ecib wî heywanî mîna insanekî mêze dikir. [854 rosan_dar] Min dengê xwe bilind kir; bi hêviya ko ew golik xwe bide alî. [855 rosan_dar] Lê ji cihê xwe ne liviya. [856 rosan_dar] Min destê xwe avêt tifinga xwe, bi wê tevgera min re golikê çil da xwe û li paş hespî peyda bû. [857 rosan_dar] Bi tevgera golikê re hespê min jî ew teqîb dikir, mîna ko nexwaze pişta xwe bide wê heywanê. [858 rosan_dar] Careke din ji ber çavên min winda bû, min welê his kir ko ew heywan vaye li pey min siwar bûye, hema bi carekê min dest avêt xencera xwe û çend car bi hêz li pey xwe li hewa weşand. [859 rosan_dar] Bi rastî ji min re jî şikek çebû wekî ko ew heywan dixwaze li paş min siwarê hespê bibe. [860 rosan_dar] Bi xencer weşandina min re ew cardin li pêşiya min li ser rê xuya bû, geh li pêş geh li paş, geh li kêlekê, geh winda, geh xuya, me mideteke dirêj hev gerand heya em gihîştin qeraxa gelî. [861 rosan_dar] dî erdê rast û bê daristan, li pêşiya min xuya dibû. [862 rosan_dar] Piştî ko ez ji gelî, ji nava daristanê derketim, bi taqetek mezin min destê xwe avêt tifinga xwe, ji milê xwe danî, min berê hespê xwe vegerand, berê tifinga xwe da gelî û tifinga xwe di taritiya daristanê, newalê û şevê de vala kir. [863 rosan_dar] Şîrqînî ji newalê rabû. [864 rosan_dar] Min cardin tifinga xwe avête milê xwe, min li newalê mêze kir; di nav taritiya daran de, du çav dibiriqîn. [865 rosan_dar] Piştî bêhnekê winda bûn. [866 rosan_dar] Min serê hespê xwe zivirand, berê xwe da riya gundê ko ez ê lê bimama mêvan û ajot... [867 rosan_dar] Roja înê bû, li mizgefta gund, li dora hewiz sofî û kalên gundî rûniştî, li hêviya wexta limêja înê bûn. [868 rosan_dar] Havîn û kelekela germê bû. [869 rosan_dar] Hewizê ko gundî li dorê rûniştîne, serê banê wê girtî û aveke sar ji du çirikan datê hewiz. [870 rosan_dar] Ji wî hewizî jî av diherike diçe ser hewizekî ser û dor girtî ko gundî ji bo xuslê dikevinê. [871 rosan_dar] Ji hewizê pêşîn destmêj tê girtinê û herweha kesên tî bi tasa ser hewiz ava ko bi sarbûna xwe zebeşan diterizîne vedixwin. [872 rosan_dar] Beşîrê Cindî zebeşek avêtiye nav hewzê û bi sebir li bendê ye ko zebeş sar bibe. [873 rosan_dar] Sofî wek her carê li dora hewiz rûniştîne. [874 rosan_dar] Hecî Osman behsa qudreta Xwedê û qederê dike, dibêje: [875 rosan_dar] Xwedê qadirê her tiştî ye. [876 rosan_dar] Carekê du mirov minaqeşe dikin, yek ji wan dibêje Xweda qadirê her tiştî ye, dikare saniyeyekê bike salekê û salekê jî bike saniyeyekê; yê din dibêje ma çawa dibe? [877 rosan_dar] Yê ko baweriya wî piçek sist e, pêrgî serpêhatiyekî tê. [878 rosan_dar] Gava rojekê ji bo xuslê dikeve hewiz; pê re xwe li welatekî xerîb li ber çemekî dibîne... Ez meseleyê dirêj nekim, welhasil li wê derê bi salan dimîne, dizewice, dibe bavê du zarokan. [879 rosan_dar] Herweha gava rojekê dikeve çem, îca bîlekis xwe li hewizê ko bêhnek berê ketibû de dibîne. [880 rosan_dar] Bi wî awayî dibêje: eşedûbîllah Xwedê qadirê her tiştî ye. [881 rosan_dar] Dora avdanê ya mala Xalit bû, wî li nav bostanan avdanî dikir. [882 rosan_dar] Ber bi nîvro avdanî xilas kir û berê xwe da mizgeftê. [883 rosan_dar] Hat mizgeftê û derbasî ser hewiz bû. [884 rosan_dar] Çû jora hewiz li ber çirikan rûnişt, dest bi destmêjgirtinê kir... Bala wî çû ser dev delîngên wî, bi herî bûn. [885 rosan_dar] Ji cihê xwe rabû, çû jêra hewiz, delîngên xwe ji heriyê paqij kirin û cardin hat cihê xwe yê berê rûnişt, destmêjgirtina xwe domand... [886 rosan_dar] Li kêleka hewiz yek ji wan sofiyên rûniştî, bi dengekî bilind got: [887 rosan_dar] Hahîîî hahîîî... Beşîrê Cindî : [888 rosan_dar] Înşelah xêr e Hecî Remezan? [889 rosan_dar] Hecî Remezan dest pê kir: [890 rosan_dar] Heyra ez çi bêjim. [891 rosan_dar] Hinek berê ev xortê hanê hat û rasterast derbasî jora hewiz bû, çû li ber çirikan rûnişt. [892 rosan_dar] Paşê ji wê derê, gava rabû çû jêra hewiz rûnişt, min di dilê xwe de got, »vaye vî xortê hanê qedirê me kalan girt û çû jêr,« min got »wele îcar dinya vaye baş bûye, lê piştê ko cardin rabû çû cihê xwe yê berê, ez ji fikra xwe poşman, min got »na wele dinya her xira dibe.« Hahî ya min ji ber vê yekê bû... [893 rosan_dar] Ev cara sêyemîn bû ko Taco dizewicî. [894 rosan_dar] Xwedê rehma xwe li wan bike, her du jinên wî yên berê mirin. [895 rosan_dar] Piştî mirina jina wî ya yekemîn, hin kustepist ketin nav gund, lê bi mirina jina duyemîn re êdî kesê ko bi wan kustepistan ne hesiya ne ma. [896 rosan_dar] Li ser tenûran dihate gotin: Herê keçê ma te ne bîhîstiye, dibêjin mirina jinên Taco ji ber mezinahiya sit.. wî ye. [897 rosan_dar] Rebenên Xwedê! [898 rosan_dar] Lê ya rastî hinan dixwest ew xwe biceribînin lê cesaret ne dikirin. [899 rosan_dar] Piştî çend mehan gotinên Nermê ya bî, ko digot ez ji çu tiştî natirsim, gihîştin guhê Taco. [900 rosan_dar] Taco mirovên xwe şandin, Nermê hate xwestin. [901 rosan_dar] varê, li mala Taco piştî xwarin û sohbetê heval û mirovên wî çûn malên xwe, Taco û Nermê bi tenê man. [902 rosan_dar] Herê ez dibêjim bi tenê man, lê ya rast ev e ko, li ser banî li ber rocinê çend mizirên gund, xwe bêdeng danîbûn û li hêviya tiştine bûn... Taco û Nermê ketin nav nivînan, Nermê ji Taco re weha got: [903 rosan_dar] Binê, ne hewce ye em fedî bikin. [904 rosan_dar] Bi rastî ez piçekî ditirsim. [905 rosan_dar] Divê tu hêdî hêdî ... û bi diqet bî. [906 rosan_dar] Baş e. [907 rosan_dar] Di nav nivînan de laşê wan li hev keliya... Nermê di nav ax û oxîn re ji Taco re got: [908 rosan_dar] Hêdî, hêdî ..., heya ez bêjim bes! [909 rosan_dar] Baş eee... Nermê: [910 rosan_dar] Piçek dî, piçek dî, piçek dîîî.... Taco: [911 rosan_dar] Hew... Nermê: [912 rosan_dar] De îcar xwe gij bike û lêxeee... [913 rosan_dar] Ji wê şevê û vir de, gava xortan êzing hûr dikir, erd dikola, an karekî din yê giran bikira, derhal henek dikirin û ji hev re digotin: Kuro, xwe gij ke û kar bike... [914 rosan_dar] Ew karexezala çiyayê Zêrkan, keçikeke bejin orte, reng genimî, xwediyê çavên reş ên mîna kil bû. [915 rosan_dar] Wê dilê gelek xortan bi xweşikbûna xwe dabû ber pêlan; gava ji malê derdiket û diçû ser kaniyê an jî nav bexçe, ji awirên bi kul û keser xilasiya wê ne mimkin bû. [916 rosan_dar] Gelek diyan nifir li wê dikir; ji lewre wan di çavên lawên xwe de êş û elema xweşikbûna wê xezalê didît, dilê wan bi zarokên wan dişewitî. [917 rosan_dar] Ew xezal ji maleke halxweş bû. [918 rosan_dar] Erê xortên gund dikizirîn lê kesî cesaret ne dikir ko xwe li mala bavê wê bigirin û wê ji xwe re bixwazin. [919 rosan_dar] Bêbavê bi spehitiya xwe dizanî, ji ber vê yekê jî di nav hevalên xwe de hertim qure û pozbilind bû. [920 rosan_dar] Kurê şêx yê xort û pozbilind ko di salên xwe yên kamilbûnê de bû, li nav gund bi quretî digeriya. [921 rosan_dar] Rojekê gava ew xezal ji ser kaniyê dihat, pêrgî wî bû. [922 rosan_dar] Bi dîtina wê re qirik li wî ziwa bû. [923 rosan_dar] Piştî ko ew bihurî çû jî, awirên wî ji par ve tîr li wê dibarandin. [924 rosan_dar] Herê tîr li keçikê dihatine barandin lê kevan bi xwe disincirî, kelên xwestinê babîlosk di dilê wî de radikir. [925 rosan_dar] Ji wê rojê û pê ve wî her çavên xwe li wê digerandin. [926 rosan_dar] Heta rojekê ber bi êvarê di nav zeviyê pembo de, wî kula dilê xwe, agirê di nav hinavên xwe de, li ser dilê wê sar kir... [927 rosan_dar] »Ax, ax hezar carî ax. [928 rosan_dar] Lawo bila ev şîreta min çu carî ji bîra we neçe.« Ev gotin ji devê Şemdîn yê şêst salî û mêrebî her tekrar dibûn. [929 rosan_dar] Xortan ji wî pirs dikir û wî jî bêwestan meseleya xwe ya zewacê ji wan re digot. [930 rosan_dar] »Nas û dost hatin gotin: ‘Xalo, vaye me qîzeke hevdeh salî li gundekî quntara çiyayê Zêrkan ji te re diye. [931 rosan_dar] Heke bi dilê te be jî em ê ji te re wê bixwazin.’ Em çûn, min keçik dît, bi rastî jî qîzeke pirr xweşik û delal bû. [932 rosan_dar] Min çu car bawer ne dikir ko wê keçikê bidin min. [933 rosan_dar] Ez li ko, ew keçik li ku. [934 rosan_dar] Di xewna şevan de jî min yeke welê ne dîtibû. [935 rosan_dar] Ji bo pesindana wê ez çi bêjim jî dê kêm be. [936 rosan_dar] Lawo hema bi kurtî ez bêjim, wele û bîle bêbavê mîna horiyên buhuştê bû. [937 rosan_dar] Min ji nas û dostên ko alîkariya min dikir pirsî, ka ew henekên xwe bi min dikin, mesele çi ye. [938 rosan_dar] Gotin ‘Na, ne henek e, vaye heya hefteyekê em te dizewicînin.’ [939 rosan_dar] Werhasil ez serê we neêşînim, paşê çûn, keçik anîn mala min, dost û mirovan me bi hev re xwarin xwar; xewn û xeyal lê ez bi wê re zewicîm. [940 rosan_dar] Lawo ma min ji ko dizanî, ew keça bêbav dê serê sibê rabe biçe mala bavê xwe, gundê xwe.« Xortan jê pirs dikir, digot: »Xalê Şemdîn ma te ewqas mesref lê kir ma tu bi wê re raneketî?« Şemdîn di bin zimbêlan re dibişirî û bersîv dida: »Çawa ez raneketim, ez xalê we me, wele ez du caran bi wê re razam. [941 rosan_dar] Hema çi be jî min heqê mesrefa xwe derxist.« [942 rosan_dar] Cara yekemîn bi cîpa eskerî hat û li ber qereqolê peya bû. [943 rosan_dar] Avahiya qereqolê li perê gund li hêla rojhelatê, xaniyekî yek qat bû. [944 rosan_dar] Di eslê xwe de wî dixwest cîpa xwe li qeraxa gund bide sekinandinê û bi rêçûna xwe ya eskerî di nav gund de piyase bike, da ko temamê gundiyan, wî bi bejn û bala wî, bi kinc û meşa wî ya eskerî, bi rutbeya wî ya »komûtan« bibînin. [945 rosan_dar] Di xwest di roja pêşîn de xofekê têxe dilê wan. [946 rosan_dar] Piştî ko xwendegeha leşkerî di sala şêst û nehan de xilas kir, ev cihê wî yê yekemîn bû ko wî dê dest bi kar bikira. [947 rosan_dar] Dilê wî germ, bi daxwaz û bi heyecan bû. [948 rosan_dar] Bi şewq û serbilindî dê xizmet bikira. [949 rosan_dar] »Şaristaniya bilind« ya ko li xwendegeha eskerî fêrbû bû dê li derûdora xwe, li gundan bi reşandana, dê wek çirayekê, di nav tarîtiya newal û çiyan de şewq bida. [950 rosan_dar] Gava di deriyê hewşa qereqolê re kete hundir onbaşiyek û deh esker ketibûn rêzê û li hêviya wî bûn. [951 rosan_dar] Piştî silav û teqdîmên eskerî ew derbasî bin çardaxa li hewşa qereqolê bû. [952 rosan_dar] Ber êvarê bû, gundî hîn ji karên xwe yên rojane venegeriyabûn malê. [953 rosan_dar] Ji lewre komûtan di dilê xwe de meraq dikir ka gelo çima wî kes ji gundiyan ne dîtibû. [954 rosan_dar] Hema bêje li ser riya xwe rastî tu kesî ne hatibû, ji bilî zarokan. [955 rosan_dar] Ji xwe gava çavên zarokan bi eskeran diket, zarokan xwe dida alî, an jî li pişt daran, keviran, dîwaran xwe vedişartin û bi dizî li rêçûna eskeran dinêhêrtin. [956 rosan_dar] Piştî çend rojan li deverê herkesî êdî dizanî ko komûtanekî nuh hatiye. [957 rosan_dar] Ji gund û gundên derûdor kesên ko li qereqolê çay vedixwarin, hatin li komûtan bi xêrhatin kirin, »çaya xwe« vexwarin xwe dan nasîn û çûn. [958 rosan_dar] Wî bi xwe jî hemî rapor û dosyayên derheqê gund û gundên derûdor xwendin. [959 rosan_dar] Wî êdî dizanî ka kî tê çaya wan li qereqolê vedixwe. [960 rosan_dar] Ev çend roj bûn ko Filo tevî pismamê xwe Mûsa li gundekî nêzî sînor li hêviya »malê« xwe bûn. [961 rosan_dar] Roja înê xeber dan wan gotin »malê« we dê îşev teslîmê we bibe û divê di eynî şevê de hûn ji sînor derbas bibin... Filo û Mûsa bi alîkariya rêberan li ser pişta hespên xwe û bergîrek barkirî ji sînor derbasî hundir bûn. [962 rosan_dar] Herçî Mûsa ev cara çaran bû, lê Filo ev cara yekemîn bû ko dihat qaçaxiyê. [963 rosan_dar] Filo hin pere deyn kiribû, hin jî ji firotina çend bizin û mêşinên xwe bi dest xistibû. [964 rosan_dar] Ev du hefte bûn ko bi roj li gundên nas an jî di şikeftan de diman, bi şev bi dîqet ber bi gundê xwe diçûn. [965 rosan_dar] Jibo ji rêçûna hespan deng neyê simên hespên xwe kulav kiribûn. [966 rosan_dar] Niha bi tenê riya çend saetan li pêşiya wan ma bû, jibo ko bigehên malê. [967 rosan_dar] Filo zewicî û bavê du zarokan bû, zarok hîn piçûk bûn, nan û xweya çar kesan ketibû stûyê wî. [968 rosan_dar] Jina Filo dizanî karê qaçaxiyê dijwar e, gelek kes hatine kuştin, girtin, an birîndar bûne, wê ne dixwest Filoyê wê here qaçaxiyê, lê Filo carekê biryara xwe da bû, dê biçûya. [969 rosan_dar] Filo dixwest bi karê qaçaxiyê hin peran bide serhev da ko paşê karibe ji xwe re zeviyekê bikire. [970 rosan_dar] Ji jina xwe re digot: »Ma wek herkesî parçeyekî erdê me jî hebe xirab e?« Şeva ko sibetir dê Filo birêketana, di nav cihan de Filo li ber jina xwe digeriya, dixwest berê çûyîna xwe dilê wê xweş bike, wî soz da wê got »piştî vegerê ez dê bazinekî zêrîn î buha ji te ra bikirim.« Jina wî rondikên xwe di tariya şevê de bi goşeya lihêfê zuha kirin, xwe nêzîkî Filo kir û ket hembêza wî. [971 rosan_dar] Meco bi tirkî digot: [972 rosan_dar] Komûtanê min, min xeber stendiye ko sibe bi şev dê hin qaçaxçî di newala Kûsiyan re derbas bibin. [973 rosan_dar] Pirr mimkun e ko barê wan pirr hêja be. [974 rosan_dar] Komûtan ji kêfan ne dikarî li cihê xwe bisekine, devê wî ji hev diçû; di bin simbêlan re dikeniya. [975 rosan_dar] Nobedar ji komûtan û mêvanê wî re çay anî. [976 rosan_dar] Komûtan ji Meco re got » pirr baş e, hertim bila welê çavên te vekirîbin. [977 rosan_dar] Ez vî tiştê te kiriye ji bîr nakim. [978 rosan_dar] Aferîn ji te re.« Derengê şevê Meco xatir ji komûtan xwest, ket riya gundê xwe . [979 rosan_dar] Komûtan tevî heft eskeran roja dotir ber bi newala ko Meco salix dabû, bi rê ketin. [980 rosan_dar] Hatin di newalê de bi cih bûn, ketin kemînan û li hêviya qaçaxçiyan man. [981 rosan_dar] Derengê şevê çend qeretûn xuya bûn. [982 rosan_dar] Edî dilê komûtan û eskeran bi hêztir lê dida. [983 rosan_dar] Piştî ko qeretûn hatin nêzîkî wan, berî ko bi îşareta komûtan li wan bi teqînin, eskerek jibo çîpê xwe yê tevizî rehet bike lingê xwe yê çepê dirêj kir, bi livîna wî re kevirek gêr bû, bi gêrbûna kevêrê re Filo û Mûsa ketin tevdîrê, bi »dengê teslîm bibin, dora we hatiye girtin« li wan hate teqandin, hespên wan veciniqîn. [984 rosan_dar] Filo û Mûsa berê hespên xwe dan kêleka şiverê da ko di nav daran de xwe winda bikin. [985 rosan_dar] Di wê gelemşeyê de bergîr ji dest wan filitî û ber bi pêş ve çû... [986 rosan_dar] Filo û Mûsa di nav daristanê de rêça xwe winda kirin, lê bergîrê wan kete destê komûtan û eskerên wî. [987 rosan_dar] Derengê şevê hîv bilind bû bû. [988 rosan_dar] Dinya di bin heyveronê de bû. [989 rosan_dar] Piştî çend saetan gihaştin qereqolê. [990 rosan_dar] Bi emrê komûtan anîn barê bergîr danîn, hejdeh mawzer bûn. [991 rosan_dar] Komûtan ji kêfan dikir bifire. [992 rosan_dar] Eskeran, jê re av anîn ser û çavê xwe bi ava sar şûşt. [993 rosan_dar] Li bin çardaxê rûnişt; li hêviya qehweyê bû. [994 rosan_dar] Sebra wî ne dihat, fikrên curbicur di serê wî de diçûn û dihatên, ne dikarî li ser tu hizrekê bisekine, bifikire; tu rastiyê bêjî ji fikrên tevayî bêtir, parçeyên hin ramanan di hişî wî de divejîn û winda dibûn, ew diçûn hinên din peyda dibûn. [995 rosan_dar] Piştî qehwe vexwarinê rabû ser xwe, li bin çardaxê çend car çû û hat; her difikirî. [996 rosan_dar] Meşiya çû ser banê qereqolê, dest bi piyaseyê kir. [997 rosan_dar] Li asîman fekir, berê xwe da rojhelat, di dilê xwe de »ev roj çima hilnayê îro« got, hêrs bû; nifirek kir. [998 rosan_dar] Ji hêlekê ji serkeftin û bidestxistiyên xwe sermest bû bû; ne dixwest wê serkeftinê bi hinên din re par ve bike; li hêla din ji kêfa xwe re li şirîkan digeriya, dixwest dinya alem hemî pê bizanin; werin, wî karê payebilind bibînin, bibihîzin û wî pîroz bikin. [999 rosan_dar] Li çiya mêze kir, di nav tariya şevê de çiya bi xof û heybet dixuya. [1000 rosan_dar] »Ev çiya jî nahêle ko roj zû derbê« got, bîstekê sekinî, bi gotinên xwe keniya. [1001 rosan_dar] »Ez jî ema bûme pitpitok« got û hinek din jî keniya... Çû li ber kevirên li ber banê qereqolê qûçkirî sekinî, piyê xwe yê çepê danî ser koma keviran, di bin roniya heyvê de li siya xwe temaşe kir... Ji berîka xwe paketek derxist cixareyek xiste nav lêvên xwe, pêxist, serê xwe piçek bilind kir; niha pişta wî rast, sînga wî nepixî û zik ber bi hundir kişandî bû; cardin li siya xwe fekir; bi kêf û bi temaşekirina siya xwe çend nefes li cixareyê xistin... Meşiya hat qeraxa pêşîn ya xênî sekinî, ji jor de ji ser banî li çekên ber qereqolê fekir; bîbilkên çavên wî dibiriqîn, eger baskên wî hebûna dê firek bidaya xwe û xwe bera ser wan çekan bida; mîna teyrekî ko nêçîra xwe dixe nav pencên xwe dê wî jî her wisa bikira. [1002 rosan_dar] Ji ser banê qereqolê daket hat bin çardaxê, fikireke balkêş hate hişî wî, xwe bi xwe »bila bibînin, bila ji wan re bibe ders« got. [1003 rosan_dar] Gazî nobedaran kir, ji wan re got »van çekan hildin û li pêşiya qereqolê sêpikan çêkin.” [1004 rosan_dar] Eskeran sêpik çêkirin. [1005 rosan_dar] Komûtan rabû, ber bi riya ko di ber qereqolê re derbas dibû çû, di nav rê de sekinî û li sêpikan mêzekir, lê ne eciband. [1006 rosan_dar] Got »çekan li ber dîwar rêz bikin!« wek wî gote kirin. [1007 rosan_dar] Careke din çû ji dûr ve li çekan fekir, ji wê derê emir da » bila piçek ji hev firk bin! [1008 rosan_dar] » ... » temam temam îcar çêbû, muhteşem xuya dikin« got û hat li bin çardaxê rûnişt. [1009 rosan_dar] Roj ji pişta çiyê bi şewq bilind dibû, tîrêjên wê asîmanê gund zûde ronî kiribû. [1010 rosan_dar] Gundî wek her carê piştî limêj û xurîniyê jibo herin nav zeviyên xwe dihatin û di ber qereqolê re derbas dibûn. [1011 rosan_dar] Lê wê sibehê guhertinek balkêş xwe li pêş awêrin wan dida xuya kirin; namlûyên çekên li ber dîwarê qereqolê rêzkirî dibiriqîn û li bin çardaxa qereqolê ling li ser lingan rûniştî, ji cixara komûtan duxan hildikişiya... [1012 rosan_dar] Min li ser bircên bajarê xwe ew nas kir. [1013 rosan_dar] Nuha lê difikirim, lê xwezî min ne ew mirov bidîta û ne jî derdê wî bibihîsta. [1014 rosan_dar] Ji xwe piştî axaftina me, min ew nema dît. [1015 rosan_dar] Roja dinê min terka bajêr da; lê gotinên wî baş tên bîra min. [1016 rosan_dar] Mideteke dirêj bû ko ez ji bajarê xwe dûr mabûm. [1017 rosan_dar] Bi çi awayî biba jî divê min serîkî lê bida. [1018 rosan_dar] Ez çûm. [1019 rosan_dar] Piştî demeke dirêj vegera min ya welêt, bû bû sebebê pêlên bîranînan. [1020 rosan_dar] Kolan û taxên bajêr li ber çavên min vedijîn, dibûn dîmenên renga reng. [1021 rosan_dar] Bajar gelekî hatibû guhertin. [1022 rosan_dar] Dîmenên ko berê di bîra min de ma bûn an jî di mejiyê min de bi cih bû bûn bi yên nuh re tevlîhev dibûn. [1023 rosan_dar] Min hewl dida ko ez wan bidim ber hev û lê hûr bibim ka kîjan ji wan bêtir spehî ne. [1024 rosan_dar] Geh yên kevin geh yên nuh bi ser diketin. [1025 rosan_dar] Şerê di navbera wan de dijwar bû. [1026 rosan_dar] Gava ev kolan û avahiyên kevin yên ko kultur û tarîxa bajêr diyar dikir li ser piyan bûn û li ber çavan bi her awayî xwe nîşan didan ez pê kêfxweş dibûm, kela dilê min radibû, pêlên bîranînan di ser hev re diqulubîn; ez dibûm zaroyekî deh salî û di nav wan kolan û awahiyan de dibeziyam. [1027 rosan_dar] Lê li hin cihan gava min di şûna wan avahiyên kevin de avahiyên ‘nuh’ didîtin, dilê min dihat givaştin, bîr û xeyalên min tevlîhev dibûn min zarotiya xwe tê de ne didît. [1028 rosan_dar] Ma malxirabno we ne dikarî li cihekî din ev avahiyên xwe yên ‘nuh’ ava bikirana. [1029 rosan_dar] Ma çi heqê we hebû ko hûn jiyana min, xeyalên min, bîranînên min ji hev bikin û bidin ber kêran! [1030 rosan_dar] Xeyal, bîranîn... Carina ez welê bi xeyalan re dijiyam ko min derûdora xwe, hevalên xwe ji bîr dikirin. [1031 rosan_dar] Erê tiştên ko wan digot û dengê mirovan ji hawirdor dihat guhên min, lê mîna ko ji çend sed metreyan wek kustepistê dihat û dibuhurî. [1032 rosan_dar] Ji xwe min jî guhdariya wan ne dikir. [1033 rosan_dar] Roj, hefte û meh bihurîn. [1034 rosan_dar] Herçiqas hîn jî carina mirov an hevalên min bi min re der diketin jî, lê yek caran min dixwest ez bi tenê bigerim. [1035 rosan_dar] Kesera dilê min, bircên bajarê min bûn. [1036 rosan_dar] Erê hin birîn di laşê bircên wî de çêbû bûn; pirr eşkere xuya dibû ko bê xwedî ne û kesek birînên wan derman nake, li gel hawar û fîxanê jî şêniyên bajêr bê deng bûn. [1037 rosan_dar] Rast e serî li bircan hatibû şikestin, lêbelê hîn jî ji qudret û spehitiya xwe ne ketibûn. [1038 rosan_dar] Li derûdora wan avahiyên bilind hatibûn avakirin û wek berê ji dûr ne dixuyan; lê her di cihê xwe de bûn. [1039 rosan_dar] Bi hemî ezamet û heşmeta xwe mîna ko bêjin ‘em hebûn û hene’ û bi hev re xwe mîma ejderhayekî reş î gewr li bin rojê kilorkirî vezelandibûn. [1040 rosan_dar] Ber êvarê, germiya hewayê şikestibû; ez ji malê derketim û min berê xwe da Deriyê Mêrdînê û meşiyam. [1041 rosan_dar] Piştî ko ez gihîştim ber bircan ez bi derenceyekê re hêdî hêdî hilkişiyam jor. [1042 rosan_dar] Li wê derê min bîstekê bêhna xwe vekir, berê xwe da hêla rojhelat û ez li ser bircan meşiyam. [1043 rosan_dar] Bi hemdê xwe, geh li bajêr, geh li nav bexçeyên Hewselê yên li biniya bajarî, min mêze dikir. [1044 rosan_dar] Li ser bircan carina rastî hinan dihatim. [1045 rosan_dar] Ez ji gera li ser bircan her mîna berê gelekî kêfxweş dibûm. [1046 rosan_dar] Hefteyê dusê caran miheqeq ez diçûm. [1047 rosan_dar] Roja yekşemê ez cardin çûm, lê berî wê carê tiştekî bala min kişandibû: Mirovekî dora sîh salî li ser bedenê -dibe ko wekî min ji xwe re digeriya- bû. [1048 rosan_dar] Lê tiştê balkêş ev du sê car bû dihat û her li eynî cihî rûdinişt, berê wî li başûr li jêr li nav bexçeyên Hewselê mêze dikir. [1049 rosan_dar] Ji ber ko ev çend car bû em pêrgî hev hatibûn me êdî şiklê hev dinasî. [1050 rosan_dar] Vê carê jî gava min ew li wir dît min ji xwe re got: ez ê bi vî mirovî re bipeyîvim. [1051 rosan_dar] Gava ez gihîştim cem wî min silav lê kir, bêî ko ji cihê xwe rabe serê xwe zivirand, piştî ko dît yê ko silav lê kiriye ez im, rabû ser xwe silava min wergirt. [1052 rosan_dar] Min destê xwe dirêjî wî kir me destê hev hejand. [1053 rosan_dar] Em li kêleka hev rûniştin. [1054 rosan_dar] Bexçeyên Hewselê, çemê Dîcle, avahî û koşkên xuyayî bûn mijarê sohbeta me. [1055 rosan_dar] Piştî bêhnvedaneke dirêj ez rabûm ser xwe min jê xatir xwest û ez meşiyam. [1056 rosan_dar] Ew mirov cardin li cihê xwe rûnişt. [1057 rosan_dar] Roja dinê ji min re bû meraq gelo ew mirov çima diçe her li eynî cihî rûdine û diponije. [1058 rosan_dar] Ma ev tiştekî normal bû? [1059 rosan_dar] Ber êvarê ez cardin ji malê derketim û min berê xwe da bircan. [1060 rosan_dar] Belê, ew li wir bû. [1061 rosan_dar] Ez çûm cem wî. [1062 rosan_dar] Li kêleka wî rûniştim, bi rûniştina min re wek ko ji nişkê ve ji xewnê şiyar bibe li min mêze kir, di demeke pirr kurt de bi awirên xwe mîna ko bêje tu kî yî, nêrî, lê wî ez naskirim an jî ez hatim bîra wî; got »li min bibuhure, hişê min li dereke din bû.« [1063 rosan_dar] Piştî halê hev pirsîn û bîstekê sohbetê, min hêviya lêbuhurînê lê kir û got: »Ev çend car in ko ez te li vir her li eynî cihî rûniştî dibînim. [1064 rosan_dar] Xêr e?« [1065 rosan_dar] Wî mirovî berê xwe da min, di awirên wî de gelek pirs û meraq hebûn. [1066 rosan_dar] Bi awirên xwe ‘gelo ez bersîva pirsan bidim an na, gelo ew çima van pirsan dike’, digot. [1067 rosan_dar] Piştî bêhneke xweş, wî destê xwe xiste berîka xwe paketa cixarê derxist, ewil dirêjî min kir, paşê cixareyek jê kişand, xiste nav lêvên xwe, bi pêxistinê re çend hilmên giran kişandin. [1068 rosan_dar] Derûdora wî di nav duxana cixarê de ma, lê bi xêra cihê me dixan tavil ji hev belav dibû. [1069 rosan_dar] Wî mirovî dest pê kir û got: »Bira, ez ji ko dest pê bikim, tu rastiyê bêjî min ne dixwest ez pirsgirikên ko min diêşînin ji kesî re bêjim. [1070 rosan_dar] Lê madem tu pirr meraq dikî, ez dê bi kurtî ji te re bêjim. [1071 rosan_dar] Mimkin e bersîva pirsên ko min diêşînin û rehet nahêlin li cem te peyda bin? [1072 rosan_dar] Heke ez rastiyê bêjim, ev halê me ango zêde nenasîna min û te bi kêrî min tê. [1073 rosan_dar] Ji lewre ez bi şêweyeke rehet dikarim behsa xwe bikim.« Serê xwe rakir li min mêze kir, belkî dixwest ji rûyê min fêm bike ka ez guhdariya wî dikim an na. [1074 rosan_dar] »Belê, nuha tiştê ko min diêşîne ev e: Ji zaroktiya min heta nuha min her bi ya derûdor û bi ya mezinan kir. [1075 rosan_dar] Gava ez zaroktiya xwe didim aqilê xwe her ji min re ji zarokên din re digotin, ‘guhdariya dê û bavê xwe û mezinan bikin’; li dibistanê gotin ‘bi ya mamosteyan bike, guh bide wan,’ li cihên kar gotin ‘bi ya patronê xwe bike’ bi saya hin hevalan ez bûm endamê partiyeke siyasî û li wê derê her gotin ‘bi ya fermanên partiyê û serokê wê bike’; gava min eskerî kir, gotin ‘ferman û komutan hertişt in’; piştî eskeriyê ez hatim malê, ez nuha sîh salî me. [1076 rosan_dar] Jiyana xwe ya borî didim aqilê xwe, li derûdora xwe dinêrim, ji bilî ko min bi ya hinên din kiriye tiştekî din ne kiriye! [1077 rosan_dar] Ez serê te neêşînim, jiyaneke weha bê mane ye.’ [1078 rosan_dar] Bêhneke dirêj em herdu jî bêdeng man, paşê wî axaftina xwe domand, ‘belê bira, ka tu çi dibêjî?’ [1079 rosan_dar] Ez mit û mat mam. [1080 rosan_dar] Ez ji gotinên wî yên dawiyê veciniqîm, tirsiyam; »jiyaneke weha bê mane ye« mebesta wî ji van gotinan çi bû? [1081 rosan_dar] Dixwest çi bêje, dixwest çi bike? [1082 rosan_dar] Dihat li ser bircên berz rûdinişt, ma gelo întîxarê difikirî? [1083 rosan_dar] Ma min dikarî ez bersîva pirsa wî bidim? [1084 rosan_dar] Min dê çi bigota. [1085 rosan_dar] Ez midetekê fikirîm; lê çu bersîvek ko ez bi xwe pê razî bim ne hate bîra min, hîn jî ne hatiye! [1086 rosan_dar] Aşiqbûyîn awayeke dînîtî ye, Sigmund Freud [1087 rosan_dar] Ferhadê Cembelî û hevalê wî yê herî canecan, Metînê Neco, carinan dilê xwe ji hev re vedikirin û hemî ew birîn û êşên ko ji destê jiyan û zehmetiyên jiyanê dîtibûn, eşkere dikirin; lê bi ya wan dostan, dijwariya herî giran, derdê dilan, evîna yaran bû. [1088 rosan_dar] Êvarekê ew û hevalê xwe li meyxaneya Derya rûniştibûn û di binê gelek qedehan de bang dabûn; mij û dûmana sermestiyê li ser serê wan kom bû bû û xwe hêdî hêdî li hemî bedena wan dipêça. [1089 rosan_dar] Ferhad şûşeya dilê xwe careke din vekir û got: [1090 rosan_dar] Kekê min ji derdê evînê axx û ax, hezar car ax bi ser hev de ax! [1091 rosan_dar] Ez yek ji wan mirovan im yên ko zû bi kula evînê dikevin. [1092 rosan_dar] Hema li ko derê keçikek an jineke xweşik bibînim û eger bala xwe baş bidim û bi baldana xwe re lê hûr bibim û eger ev yeke hanê di nav çend rojan de dubare bibe, wê gavê wey û hezar car wey ji halê min ê belengaz re, êdî min mala xwe bi destê xwe xira kiriye. [1093 rosan_dar] Hemî alim û zanayên dunyayê bicivin jî nikarin min ji nexweşiya ko ez pê ketime bifilitînin. [1094 rosan_dar] Hekîmê Lokman li ba min be û şev û roj li ber serê min rûne jî feyde nake; Metîncan ey ne tu nizanî ev derdê bê derman çi bela ye! [1095 rosan_dar] Bila Xwedê Teala gurên serê çiya û newalan bi vî quzulqurtê nexîne. [1096 rosan_dar] Ev bela bila bibe para dijminê min yên herî bêbav! [1097 rosan_dar] Ferhad di navê re qedeha xwe radike, »noş« dibêje û axaftina xwe dewan dike. [1098 rosan_dar] Ez bi xwe nizanim ka dunya alem jî wek min e an na? [1099 rosan_dar] Lê dil eee, him dibêje min hewalbend divên, min hemderd divên; bila ez zanibim ko nexweşê bê derman ne tenê ye, dost û hevalên wî jî hene; him jî dibêje derdê evînê û hezkirinê giran e, ez naxwazim kesek vî barê giran hilde û bi vê nexweşiya bê çare bikeve. [1100 rosan_dar] Cano, de ka îşev bibe hemderdê min, bi min re çend qedehên din binoşîne û guh bide birayê xwe, ez ê ji te re çîrokên evîniyê, yên ko hatine serê min, bêjim. [1101 rosan_dar] Piçekî kula dilê xwe sivik bikim, were bibe rêvekirê birê xwe da ko bi qedehên meyê re ez xwe berdim nav çemê evînê. [1102 rosan_dar] Bibim mêvanê wan bêbavan, wan gulperiyan. [1103 rosan_dar] Bihêle kekê min, bila ez di nav pêlên evînê de di nav pêlên şerabê de bêm coşê, bila dil û rih bibin yek, bila tu perde di nav me de nemînin. [1104 rosan_dar] Bila bi meyê ez meyxoş bibim, bi meyxoşî ez serxweş bibim. [1105 rosan_dar] Bihêle bila ez bifirim, ji bedena giran derkevim, xwe bigehînim mekana dilxweşan, îskana meyxoşan, dergeha serxweşan; ew dikarin min bibînin, nas bikin, min vexwînin, min sermest bikin, bila ew bêjin eyyy ruhê pak tu bi xêr hatî! [1106 rosan_dar] Şingînî ji qedehan radibe. [1107 rosan_dar] »Noşşş!« Ferhad axaftina xwe dewam dike... [1108 rosan_dar] Kekê min, cara yekemîn gava ez bûm aşiqê keçeke xweşik; wê gavê, min hîn di dibistana navîn, di sefa duduyan de dixwend. [1109 rosan_dar] Li ber dilê min navê keçikê Kejê bû. [1110 rosan_dar] Keçikeke bejin li hev û dirêj, di bin kirasê wê yê reş yê xwendegehê de memikên wê mîna du hinarên deqandî xuya dibûn. [1111 rosan_dar] Nebêje hey mal wêran, ma tu ji ko dizanî, ew welê deqandî bûn... Ax ax! [1112 rosan_dar] Hinarikên ruyê wê hertim pembe bûn. [1113 rosan_dar] Ruyekî girover, bêvileke li hev li ruyê wê, sipehiya çavên wê zelal û bê leke, rengên çavan kesk, eniyeke fireh, porê wê ji rengên qehweî û zer têvel û bi pêl bû, porekî dirêj, xwe ji jor xelek bi xelek ber bi jêr ber dida, te digot qey hertim li ber sura bayê di pêldanê de ye. [1114 rosan_dar] (Ferhad li hewayê bi destan wêneya xelek û pêlên porê Kejê çêdike.) Aha ew keçika bêbav di sinifa min de bû. [1115 rosan_dar] Wê karexezalê hefteyê pênc rojên xwedê, dilê min ê belengaz dida ber pêlên coşê ji hal dixist, ez per û perîşan dikirim. [1116 rosan_dar] Carina welê lê dihat ko min ji devê mamoste çu tiştek fêm ne dikir. [1117 rosan_dar] Belê û belê, her çi qas min li mamoste mêze dikir, lê aqil û fikir li cem keçikê bûn. [1118 rosan_dar] Eger rojek nehata dibistanê, tavilê ez diketim şikê, ji min re wes wese çêdibû, min xwe bi xwe digot: Gelo nexweş e, jibo çi ne hatiye? [1119 rosan_dar] Min, li cihê wê yê runiştinê, bi çavên xwe yên melûl mêze dikir... [1120 rosan_dar] Ferhad qedehê radike, dibêje »noş kekê min noş, ji roniya çavên wê keçikê re noş.« Bi van gotinên Ferhad re, Metîn dizane ko dawiya vê çîrokê ye. [1121 rosan_dar] Ji xwe ne cara pêşîn e ko dibihîze. [1122 rosan_dar] Dizane ko tayîna bavê keçikê rabû bû bajarekî din û evîna Ferhad hatibû qurmiçandin. [1123 rosan_dar] Metîn ji cixareya xwe ya destpêçanê nefesek baş dikişîne û mîna ko dora axaftinê ya wî be dest pê dike. [1124 rosan_dar] Ew jî behsa evîna xwe ya pêşîn dike: [1125 rosan_dar] Kekê min, xwezî wî rojê min rojname nekiriya û ez di ber rojnamefiroşê li ber sînemaya Dîlanê nesekînîbama. [1126 rosan_dar] Ji xwe hertim welê bi serê mirov tê. [1127 rosan_dar] Mirov pêşîn guh nade û wek tiştekî edetî dibîne; lê gava paşê lê difikire, wê gavê ax û wax êdî fêde nake, kekê min. [1128 rosan_dar] Danê êvarê, saet dora çaran bû. [1129 rosan_dar] Germîya hewayê di wê saetê de dişike. [1130 rosan_dar] Ez çi bibînim, Ferhadcan, keçikeke bejin zirav, sipî û sipehî, bi meşeke nerm û bi xwe bawer, ber bi qulûbeya rojnamefiroş dihat. [1131 rosan_dar] Goya min rojname dixwend, lê ne çav ne jî mejî êdî wî karî dikin. [1132 rosan_dar] Herdu jî biliyê keçikê bûne bi heyranî li wê mêze dikin û difikirin... Metîn serê xwe radike, mîna ko li asîman mêze bike, dibêje: Ey Xwedayê erd û asîman, ey Şahê Keremê ma xweşikên wisa li vî welatî, li vî bajarî, li vê taxê, li vê kolanê hene! [1133 rosan_dar] Bila Zelîxaya Usif, bila Leylaya Mecnûn, bila Şêrîna Ferhad porê xwe kur bikin, bila ji qedera xwe re bigirîn, ma ew çi tofan bû, ma ew çi heyv bû, ma Zîn û Stîyê ew bidîta dê şerm nekira? [1134 rosan_dar] Kekê min, wele û hezar car wele û bîle, ez wisa fikirîm. [1135 rosan_dar] Lê, min baş fêm ne kir, keçikê kovarek an jî rojnameyek kirî, piştre zivirî ber bi rojava meşiya. [1136 rosan_dar] Min jî mîna yekî efsûnkirî da pey wê. [1137 rosan_dar] Bêî ko ez lê bifikirim an jî zanibim ka ez çi dikim, li pey wê midetek meşiyam. [1138 rosan_dar] Di ber deriyê avahiyeke berz de ez li xwe varqiliyam. [1139 rosan_dar] Keçika bejingul di deriyê apartmanê re ket hundir û ji ber çavan winda bû... Ez midetekê bêî ko zanibim çi dikim an bikim li cihê xwe mam... [1140 rosan_dar] Ji nişkê ve yekî destê xwe danî ser milê min û tiştekî got ko min fam ne kir. [1141 rosan_dar] Ez zivirîm, lê mîna yekî ko ji xewê bête şiyarkirin, ez hîn jî, ne li ser hişê xwe bûm. [1142 rosan_dar] Min his dikir ko çawa xwîn xwe dide serûçavê min. [1143 rosan_dar] Bû pilpila min, min tiştin gotin lê pîne ne dibûn... Nasekî min bû, paşê min mesele jê re got, pirqînî pê ket... [1144 rosan_dar] Bi van gotinan re pirqînî bi Ferhad û Metîn jî ket. [1145 rosan_dar] Qedeh cardin hatin rakirin... Metîn nefeseke din li cixareya xwe da û çend beyt li pey hev rêz kirin: [1146 rosan_dar] Dilo carek were cem me Hezar sal e benda te me Dilo carek were cem me. [1147 rosan_dar] Bi evîna Mem û Zînê Bi taqeta Fer û Şînê Dilo carek were cem me. [1148 rosan_dar] Wê ez birim kebab kirim Ji bîr û hiş bêpar kirim Dilo carek were cem me. [1149 rosan_dar] Xeman bibe yaran bîne Derdan bibe derman bîne Dilo carek were cem me. [1150 rosan_dar] Van qedehan binoşîne Ji xezalan neêşîne Dilo carek were cem me. [1151 rosan_dar] Meyperest im, ez serbest im Ji evînê ez sermest im Dilo carek were cem me. [1152 rosan_dar] Li gel heval û serxoşan Di dergeha, di meyxoşan Dilo carek were cem me. [1153 rosan_dar] Garson ji wan re hin pêvexwarin û mey tîne... Jineke stranbêj strana Hîcranê dibêje. [1154 rosan_dar] Midetekê guh didin wê. [1155 rosan_dar] Paşê Ferhad dibêje: [1156 rosan_dar] Kekê min niha ev jinik jî dibêje ez stranbêj im. [1157 rosan_dar] Bi rastî gava ez guh didim ên wek vê jinikê stranbêjeke mîna Emelê li ber çavê min dibe melîke; melîkeya stranbêjan. [1158 rosan_dar] Keko gava Emel strana Hîcranê dibêje mirov pê re dihele, carekê dengê wê ji nîva kezebê dertê, dengekî pak û zelal, dengekî ji kûrahiya rih, stranbêj bi xwe pê re dijî, wisa ko mirov dikeve ber pêlên hîcranê, derd û kul bi ser hev ve diqulubin, ax û keser gul vedidin, bi wê êş û elemê re mirov gêj dibe, serxweşiyeke guhertî xwe dide der, di wê midetê de mirov ji jiyanê ji dunyayê dûr dikeve; dunyayeke xusûsî ji mirov re peyda dibe. [1159 rosan_dar] Bi strana wê re şikil û şemala wê li ber çavên mirov dibe horiya buhuştê, çavên wê yên binevşî bi hezaran dilan diguvişînin, li ber roniya çavên wê mirov ji taqet dikeve, pê re sist dibe, dunya di nav şewqê de dimîne... [1160 rosan_dar] Metîn dibêje »Ferhad mîna ko tu aşiqê Emelê bî?«, Ferhad »na wele« dibêje. [1161 rosan_dar] Lê nema pesnê wê dide... [1162 rosan_dar] Metîn bi rakirina qedehê re gotina Ferhad dibire û pê re dibije »hinekî din jî serê te xweş be tu yê doza Emelê bikî. [1163 rosan_dar] Noşşş!« Şîngînî ji piyaleyan radibe... Bi bîranîn û evînê li binê qedehên meyê bang didin. [1164 rosan_dar] Behsa jiyanê, behsa jinan dikin; felsefe, evîn û ruh li ser maseya wan kon vedikin. [1165 rosan_dar] Geh li hev dikin geh li dijî hev radibin. [1166 rosan_dar] Di dawiyê de li hev dikin; dibêjin em kapên xwe bavêjin em binêrin ka îşev çi dibe qismetê me; ji mêvanên sohbeta me kî bi ser dikeve!... Derengê şevê bû, rabûn ji meyxaneyê derketin. [1167 rosan_dar] Berê xwe dan resteûranta Stêrkê. [1168 rosan_dar] Li rê vêca milmila Metîn bû, gotin li bin guhê hev siwar dikirin: [1169 rosan_dar] Evîn ew e, ew evîn e Şerab ew e, ew şerab e Ew oldar e, evîndar e Vaye diçim wê dergehê. [1170 rosan_dar] Mekan ew e, bihuşt ew e Ew dunya ye, min war ew e Xweşî ew e, xezal ew e Vaye diçim wê dergehê. [1171 rosan_dar] Ew dergeha me bê hişan Digel hemî dil serxoşan Spasdarê wan meyxoşan Vaye diçim wê dergehê. [1172 rosan_dar] Bi hîkmeta şêxê mîran Bi xelweta şahê dilan [1173 rosan_dar] Bi şehweta gula rezan [1174 rosan_dar] Vaye diçim wê dergehê [1175 rosan_dar] Ger zerî bim, îsewî bim [1176 rosan_dar] Ger memoyî an mûsî bim [1177 rosan_dar] Ger ateyî an bûdî bim [1178 rosan_dar] Vaye diçim wê dergehê. [1179 rosan_dar] (Xeyalek jiyayî) [1180 rosan_dar] Ferhad û Metîn dikevin restaûranta Stêrkê. [1181 rosan_dar] Li pêş, li nêzî cihê reqsê rûdinin. [1182 rosan_dar] Piştî xwestina vexwarin û bîstekê sohbetê li derûdora xwe dinêrin. [1183 rosan_dar] Li maseyên derûdor gelek jin û mêr hene. [1184 rosan_dar] Li milê rastê li maseya kêleka wan çar jin rûniştîne. [1185 rosan_dar] Jin bala wan dikişînin. [1186 rosan_dar] Çar jinên sipehî, dido ji wan piçekî qelew in li herduyê din zirav in. [1187 rosan_dar] Çavên Ferhad li remzekê dikeve, remz li piyê keçika bejinzirav ko kirasekî reş î teng heya bi ser çokên wê dadikeve û bê pî ye; û hemî mêbûn û sipehîbûna bedena keçikê dide der, lê ye; Ferhad meraq dike jê dipirse gelo ew çi ye? [1188 rosan_dar] Keçik bi kêfxweşî piyê xwe hinekî ber bi Ferhad dide û dibêje ev gul e ev jî tor e. [1189 rosan_dar] Rengê remzê keskekî tarî nêzî rengê şîn e. [1190 rosan_dar] Wisa ye an jî Ferhad wisa dibîne. [1191 rosan_dar] Gava Ferhad vê pirsê ji keçikê dike bala keçikên din jî dikişîne. [1192 rosan_dar] Piştre ew jî piyên xwe nîşan didin, remz li ser piyên wan jî hene. [1193 rosan_dar] Remzên cuda... [1194 rosan_dar] Ferhad bi ser Metîn ve dizivire... Noş dibêjin, qedehên vexwarinê radibin. [1195 rosan_dar] Stranbêj û koma muzîk karê xwe dikin. [1196 rosan_dar] Jin û mêr cot bi cot li cihê reqsê, her cotek li gorî zewqa xwe li ber muzîkê direqese. [1197 rosan_dar] Hevbeşiya reqsê heye lê bi qasî wê, ferq jî di navbeyna kesên direqisin xuya dibe. [1198 rosan_dar] Metîn ji maseya kêlekê jinekê dawetî reqsê dike. [1199 rosan_dar] Diçin direqisin. [1200 rosan_dar] Ferhad li derûdora xwe, li meydana reqsê dinêre, vê êvarê tişt li ber çavên Ferhad piçekî guhertî dixuyên; dixwaze bala xwe bide nuxteyekê û lê binêre. [1201 rosan_dar] Belê dikare lê binêre, him jî çiqasî bixwaze, tişt li ber çavên Ferhad pir zelal dibin. [1202 rosan_dar] Lê Ferhad xwe ji baldana nuxteyê vedikişîne; ji piyaleyê qurtek din vedixwe. [1203 rosan_dar] Dixwaze bedena keçikekê bifikire; ji xewnên şevan, ji xeyalxaneya mejiyê xwe yekê dineqîne, keçik bi hemî spehîbûna xwe, çîp tazî li ber çavên Ferhad vedije. [1204 rosan_dar] Ferhad şaş dimîne, haho haho dibêje, ev çi bejin û bal e, ev çi horî ye? [1205 rosan_dar] Li ber serê keçikê rûdine, porê wê miz dide û ji ber serê wê li bedena wê dinêre, ji memikên wê dibuhure, li navika wê dinêre, nêrîna xwe ber bi jêr dibe, pûncek mûyên zer, berzika wê dibîne... Li gotinek digere ko bi lêv bike; divê gotin sipehîbûna keçikê binimîne, bi tenê gotina mikemel tê bîra wî. [1206 rosan_dar] Metîn ji reqsê vegeriyaye, vêca Ferhad radibe keçika bejinzirav dawetî reqsê dike. [1207 rosan_dar] Li gel ko keçikê cixareya xwe hîn nuh pêxistiye jî radibe. [1208 rosan_dar] Ferhad û keçika bejinzirav li meydana reqsê li ber muzîkeke nerm ko ji deng û aletên koma muzîsyenan bilind dibû, di hemêza hev de li gorî rîtim û teqla muzîkê direqisin. [1209 rosan_dar] Piştî du reqsan hatin li cihê xwe rûniştin... [1210 rosan_dar] Piştî sohbeteke kurt û çend qurt vexwarinê, dengê muzîkê cardin bilind bû. [1211 rosan_dar] Vê carê keçika bejinzirav destê xwe li piyê Ferhad xist û jê daxwaz kir ko bireqisin. [1212 rosan_dar] Ferhad bi kêfxweşî ji cihê xwe rabû, ket piyê keçikê û çûn cihê reqsê. [1213 rosan_dar] Muzîk muzîka reqsa nerm a hemêzkirinê bû. [1214 rosan_dar] Ferhad û keçika bejinzirav xwe bera nav pêlên reqsê û muzîkê dan... [1215 rosan_dar] Ferhad berê jî şik kiribû ko rewşa wî ne ya hergavî ye; derûdor, insan, muzîk, deng bi aweyekî din, bi awayekî nejiyayî, nebihîstî, nedîtî li ber çavên wî, guhên wî, vedijiyan. [1216 rosan_dar] Birûskan li mejiyê Ferhad cîrît diavêt, li ser hev mîna fîşekên hewayî diteqîyan. [1217 rosan_dar] Wêne û dîmenên ko li ber ronahiya birûskan dixuyan, wisa zelal wisa zelal bûn ko Ferhad dikarî li nuxteyeke herî hûr û piçûk hûr bibe, wêneyê wê nuxteyê li ber çavên xwe bi hemî xweşî û rengên xwe ve hezar carî mezin bike... Lê birûskan zêde rê ne di-da, li pey hev şîrqînî ji wan radibû, xumîn û gumîna dengê wan bû. [1218 rosan_dar] Ferhad fikirî, ez li ko me, ev xewn e, xeyal e, ev çi ye? [1219 rosan_dar] Ferhad li dora xwe nêrî, belê li meydana reqsê bû, bi keçikekê re reqs dikir; Ferhad da aqilê xwe, ji xwe re fikirî, got gelo ez li ser hişê xwe me yan na? [1220 rosan_dar] Destê rastê li pişta keçikê pêçayî bû, destê Ferhad yê din û destê keçikê yê rastê di nav hev de bûn. [1221 rosan_dar] Ferhad destê xwe ji destê wê vekir. [1222 rosan_dar] Niha herdu dest li hember hev vekirî bûn; lê kefa destê wan li hev bû; Ferhad xwest biceribîne ka şiyar e an na? [1223 rosan_dar] Hersê tiliyên xwe xistin nav tiliyên keçikê, lê biryar da ko tiliya piçûk û ya mezin di rasta tiliyên wê de bigire û bi wî awayî fam bike ko li ser hişê xwe ye an na? [1224 rosan_dar] Ferhad wisa jî kir û dît ko li ser hişê xwe ye; dev ji lîstika tiliyan berda. [1225 rosan_dar] Dengê muzîkê, dengê stranbêj ji berê hezar car zêdetir zelal û safî dihat guhên Ferhad. [1226 rosan_dar] Ferhad, biryar da ko çavên xwe bigire; bi girtina çavan re Ferhad xwest ko ew û keçika bejinzirav li wê meydana reqsê bi tenê bimînin. [1227 rosan_dar] Niha meydana reqsê vala bû bû, bi tenê du kes li ber muzîkê direqisin, stran ji bo wan tên gotin, Ferhad li gorî rîtim û teqla muzîkê gavên xwe diavêje; canê Ferhad sivik bûye, wisa sivik bûye ko bi keçikê re li ba ketiye, êdî nizane ka ew reqsê digerîne an keçik? [1228 rosan_dar] Ferhad dixwaze dengê stranbêj bibihîze, birûskek lê dide, hemî wêneyên din tar û mar dibin, niha Ferhad bi tenê dengê stranbêj dibihîze, di nav gotinên stranê de »I love you« bi nermî mîna şîfonê xwe li canê Ferhad dide, muzîk hestên Ferhad vedijîne, dilê wî li ber pêlên muzîkê, li ber pêlên gotinan li ber pêlên hestan, dikele; xwîna Ferhad niha di rehên Ferhad de wek birûskan lê dide, tê coşê, pêl di ser hev re diqulibin, di yek saniyeyê de ji ber pêçiyên wî dest pê dike, di eynî saniyeyê de, li tememê rehên bedena wî digere û vedigere cihê xwe yê berê; lê nasekine dewrî daîm dibe. [1229 rosan_dar] Digere, digere û digere... Ferhad cardin, difikire ev xewn e, xeyale, jiyan e, çi ye? [1230 rosan_dar] Ferhad çavên xwe vedike, li dora xwe dinêre, dibîne ko vaye gelek kesên din wekî wî direqisin. [1231 rosan_dar] Xwe bi xwe dibêje ez di xew re çûme, bi vê keçikê re li gel ko ez di xew de bûm, reqisîme û vaye direqisim. [1232 rosan_dar] Ferhad dide aqilê xwe dibêje dem çi ye, dem heye, saniye, deqîqe, saet, roj, meh, sal, sedsal, hezar sal hene, çi ne? [1233 rosan_dar] Çawa mirov dikare di çend saniyeyan de ewqas bifikire, di xew re here, bireqise, çi bixwaze karibe wî bifikire, bi bîr bîne, lê hûr bibe, gelo mimkin e? [1234 rosan_dar] Heke mimkin be wê gavê maneya wext çi ye? [1235 rosan_dar] Ma wext heye an me insanan wext daniye? [1236 rosan_dar] Mekan mekan dibêje, min karî ez vê rasteyê ji xelkê vala bikim. [1237 rosan_dar] Bi tenê li gel vê keçika bejinzirav bimînim. [1238 rosan_dar] Ma mekan heye, ez heme, ev keçika ko bi min re direqise heye? [1239 rosan_dar] Ev dengên ko tên guhên min, ev muzîka ko min dihejîne, dilê min dike volqan heye? [1240 rosan_dar] Ferhad dibêje, looo Ferhadoo, tu heyî, tu direqisî, ew tiştên ko tu difikirî tev hene... [1241 rosan_dar] Birûskeke din lê dixe, wexta ko mirov pê li pişkoja awizeyeke ji krîstal dike û bi ronahiyê re, çawa ko tîrêjên ronahiyê li hebên krîstalan didin û dibin hezar parçe û derûdor di bin ronahiyeke xweş, e ji hezar rengan pêkhatî û neqişandî dimîne, niha derûdor li ber çavên Ferhad wisa zelal, wisa pak û wisa rengareng bû. [1242 rosan_dar] Bînahiya çavên Ferhad pir xurt bû bû, her tişt wek kefa destê xwe didît; Ferhad piçekî veciniqî, fikirî, ji xwe re got ma gelo îşev ev bêbavên awîzeyan, lembeyan çima wisa dibiriqin, çima ronahiya wan wisa sed qat zêde bûye? [1243 rosan_dar] Ferhad di nav xeyal, wext, cih, xewn, şiyarbûn, hebûn û tunebûnê de diçû û dihat. [1244 rosan_dar] Bedena wî sivik bû bû, xwe mîna perikek his dikir, sivik, nerm û rehet. [1245 rosan_dar] Ferhad difikirî, li bedena xwe difikirî, li teqla muzîkê difikirî, li ahenga gav avêtinê ya reqsê difikirî... Erê bi riya guhan muzîk dibihîst, lê deng û rîtma muzîkê ketibû nav canê Ferhad, tevî xwîna wî bû bû, ew notayên ko muzîk pê dihat xuluqandin niha di rehên Ferhad de bûn, êdî Ferhad lê ne difikirî ka teqla muzîkê çawa ye? [1246 rosan_dar] Ji ber ko muzîk di dilê wî de bû, ew bi xwe bû bû parçeyek ji muzîkê, an jî muzîk bû bû parçeyek ji wî, ahenga muzîk û reqsê û gav avêtina Ferhad bi keçika bjinzirav re sedî sedî li hev bûn, ne sedî sed, sedî milyon li hev bûn. [1247 rosan_dar] Bi qasê zereyek jî xeletî, bêahengî tune bû. [1248 rosan_dar] Brûskeke din li serê Ferhad lê dide. [1249 rosan_dar] Erd û asîman dihejin, asîman diterize, şaxên ronahiyê li rûyê asîman vedibin, bi her şaxekê re hezar wêne divejin, bi her wêneyê re bi milyonan gul û kulîlk peyda dibin. [1250 rosan_dar] Birûsk li pey hev lê didin, dunya bi asîman re dibe yek, valahî namîne, erd û asîman digîjin hev, di nav hev de dikelin, dipijiqin, kaînat di nav roniyê de dimîne, niha her der roniye, ji bilî ronahiyê Ferhad tiştekî nabîne. [1251 rosan_dar] Ronahî ronahiyeke bê dawî, yeke abadîn. [1252 rosan_dar] Ferhad di nav wê ronahiyê de cismen tune ye, ew jî bûye parçeyek ronahiyê, di nav ronahiyê de li xwe nagere, hewce nabîne, ji hemî êş û elemên bedenî û ruhî xilas bûye... [1253 rosan_dar] Di nav wê ronahiyê de brûskeke din lê dide, Ferhad dengê muzîkê nema dibihîze. [1254 rosan_dar] Ew û keçik sekinîne, reqs bi dawî hatiye... Li hev dinêrin... Ferhad nizane ka dê çi bêje. [1255 rosan_dar] Keçik dibişire, Ferhad jî dibişire... Muzîk cardin dest pê dike, reqsa duyemîn dest pê dike... Ferhad bi dilxweşî û nermî serê xwe ber bi jinikê dibe, rûyê wan digihîje hev. [1256 rosan_dar] Ferhad nermî û germiya alûşka wê his dike. [1257 rosan_dar] Bi destê xwe yê rastê newqa keçikê heya bi ser kulîmekan miz dide. [1258 rosan_dar] Keçik xwe bêtir bi Ferhad ve dizeliqîne. [1259 rosan_dar] Ferhad dev ji mizdanê berdide, dixwaze fena berê di hemêza keçikê de di xew re here, bi keçikê re bibe yek. [1260 rosan_dar] Îşev siûda Ferhad heye. [1261 rosan_dar] Ferhad çi bixwaze, çi daxwaz bike, mejî fermanên wî pêk tîne, an jî mejî fermanên xwe, daxwaza xwe pêk tîne. [1262 rosan_dar] Birûskeke din lê dide. [1263 rosan_dar] Ferhad radihêje keçikê û bi firê dikevin. [1264 rosan_dar] Sivikbûna Ferhad derbasî keçika bejinzirav bûye. [1265 rosan_dar] Ew jî bûye mîna Ferhad, Ferhad difikire, dibêje min digot qey ez tenê sivik bûme, vaye ev keçik jî mîna min e, ew jî dikare bifire, bi min re bigere... Boraq, boraq tê bîra Ferhad. [1266 rosan_dar] Ferhad dibêje ev bejinzirav jî boraqa min e. [1267 rosan_dar] Lê ez li boraqê siwar nabim, em di hemêza hev de difirin, niha wisa xweştir e. [1268 rosan_dar] Ferhad û bejinzirav di ber gelek stêrkan re dibuhurin, stêrkên sor, stêrkên sipî, stêrkên zer û şîn dibînin. [1269 rosan_dar] Ferhad difikire, dibêje em li stêrkekê daynin, av û hewa tên bîra Ferhad, difikire ko bê av û bê hewa ne mimkin e bijîn. [1270 rosan_dar] Feylesofên yûnanan tên bîra wî, yên ko behsa jiyanê dikirin, behsa hewa, ax, av û agir dikirin... Ferhad tî bûye, dixwaze avê vexwe dibêje av jiyan e, jiyan bê avê nabe, av av!!! [1271 rosan_dar] Birûskeke din lê dide, Ferhad nermî û germiya bejinziravê his dike, Ferhad difikire, xwe bi xwe dibêje jiyan çi ye? [1272 rosan_dar] Em çi ne, ez û ev keçik em çi ne, em çima li vir direqisin? [1273 rosan_dar] Ma xweşiya jiyanê reqs e, vexwarin e, hebûn e, gelo çi ye? [1274 rosan_dar] An jiyan ev keçika bejinzirav e? [1275 rosan_dar] Mimkin e ko ev keçik jiyan bi xwe be. [1276 rosan_dar] Dibe ko bi xêra wê ez van xewn û xeyalan dibînim, dijîm, his dikim, di kûrahiya dilê xwe de, di mejiyê xwe de bi lêdana birûskan re beden û rihê min têkel hev dibin, cih diguherin, rih dibe can û can dibe rih, beden sivik dibe, sivik. [1277 rosan_dar] Bi rih re dibe yek, dubendî, giraniya beden, hebûna beden ya şikilî namîne, ji hev dikeve, dihele, dibe ronî, di nav ronahiyê de digehîje bêsînoriyê, dem, mekan, ev der û ew der namînin... [1278 rosan_dar] Di mejiyê Ferhad de şîrqînî ji birûskeke din tê. [1279 rosan_dar] Ferhad çavên xwe vedike, lê ya rastiyê çavên wî hertim vekirîbûn, lê gava difikirî, xeyal dikir, çavên wî nema tiştekî didît. [1280 rosan_dar] Îşev mejiyê Ferhad hakimê wî ye. [1281 rosan_dar] Ji xwe Ferhad ji bilî mejiyê xwe, tiştekî din his nake. [1282 rosan_dar] Gava his dike jî bi fermana mejî kare his bike. [1283 rosan_dar] Deriyê fikirîn û hiskirinê îşev tenê û bi tenê bi birûskan vedibe û bi birûskan tê girtinê. [1284 rosan_dar] Ferhad bi wê keçika bejinzirav re, wê êvarê, li wê cihê reqsê, li ber wê muzîka sihrî, di nav wan xeyal û xewnên efsûnî de, di bin lêdana heybeta birûskan de, bi ezameta şîrqîn û gumîna dengê wan, li ber tîrêjên roniya wan, li mehîneke sipî û bi bask siwar bûye; hefsarê ramanê xistiye destê xwe, bi qamçiya destê xwe birûskan divejîne; direqise û direqise... naxwaze şiyar be; mîna derwêşên dergeha mewlewî zîz dibe, li dergeha evîndaran direqise, direqise û direqise... [1285 rosan_dar] Û Metînê Neco, li rewşa hevalê xwe dinêre, dibişire û xwe bi xwe dibêje: [1286 rosan_dar] Gelo xêr e, îşev cardin bayê evînê lê rabûye? [1287 rosan_dar] Birawo, Belê, newroz emsarr serranê verî ra ciya hame pîrozkerdiş. [1288 rosan_dar] Çend aşmî ra ver bi waştişê şarê Diyarbekirî, belediyey Diyarbekirî qerar dabi ko newroz bi awayêke weş bêro pîrozkerdiş. [1289 rosan_dar] Ez do (go) etya qaso ko taqetê min ê nûştişî dest bido û ziwanê min bigeyro, şima rê şahî û pîrozkerdişê newrozî binûsî. [1290 rosan_dar] Bi nûştiş, bi kelîman îfadekerdişê heme weşî û renganê newrozî zehmet o. [1291 rosan_dar] Labelê semedê xusûsiyetê mektubnûştişî ez enî rêzan nûsena. [1292 rosan_dar] Eger dimacû wextê şima bibo û şima temaşey fîlmanê newrozî bikerê şima go qestê min fam bikerê. [1293 rosan_dar] Ez wazena şahî û pîroziya enî rocî ra çend nimûnan binûsî. [1294 rosan_dar] Etya, enî çiyanê ko ez do biyarî şima çiman ver, çiyê ko min bi xu diyê û çiyê ke hevalanê min, min rê behskerdê yê. [1295 rosan_dar] Bê ko ez derg bikerî û serey şima bidecnî, de bêrê ma piya raşteraşt şêrê temaşeyê operaya Memê Alanî. [1296 rosan_dar] Şewa newrozî, badê ko tarî kewte erdî ser, di seet heşt de, di banê tiyatroy de operay Memê Alanî dest pa kerd. [1297 rosan_dar] Di salone de cayêke tenê zî veng nêmendbi. [1298 rosan_dar] Herçiqas banê tiyatroy pîl o zî, cayêke pîlêr do baştir bibiyayêne. [1299 rosan_dar] Semedo ko ena raya ewilîne bî, destane Memê Alanî bi awayêke weş di şaristanê Diyarbekirî de, verê çimanê temaşe-kerdoxan de ze tabloyêke ko hunermendêke renganê xu bi sebir û dîqqet, ser o bi ca bikero hameyne xuliqnayîş. [1300 rosan_dar] Herçiqas di şanê newrozî de bi seyan kes semedo ko yew bilet xu dest fîno di verê berê tiyatroy de kom bi zî hêviya îne bi ca niyamî. [1301 rosan_dar] Bilêtê ena şewe, di aşmî verocû qedyaybî. [1302 rosan_dar] Hameyne vatiş ko ena ray peyey bazarê siyay, siyarotoxî bêkar mendîbî. [1303 rosan_dar] Ez zehf zereşikiyaye wa, semedo ko ez nêeşkena bi nûştiş ena opera bi heme huner û weşiya cay û ay hissê ko di wextê temaşekerdişî de merdimî de peyda benê, biyarî ziwan. [1304 rosan_dar] Belê, wexta merdimî temaşey operay kerdêne, merdim şîne dinya û heyatêke bîn. [1305 rosan_dar] Di a dinya de ciwamêrdî bî bi xewf û heybet bî. [1306 rosan_dar] Cinî bî, bi rindiyey xu horî bî. [1307 rosan_dar] Merdim geh di cenet, geh di cehnim de bi. [1308 rosan_dar] Geh di hewno şêrîn, geh zindan de bi. [1309 rosan_dar] Hewn û xeyal, ters û heybet, merdî û bêbextî, başî û nebaşî, feqîrî û pêtî, hevalî û neyarî, hezkerdiş û kîndarî, bi kilmî to vatêne qey merdim parçeyêke tarîxê însaniyetî ciwiyêno. [1310 rosan_dar] Heme tabloyan di verê çimanê merdimî de şikil girotêne û hameyne bedelnayîş. [1311 rosan_dar] Bi asanî ez şikena vacî ko rihê dengbêjanê ma yê merdan şa bi. [1312 rosan_dar] Vengê hunermendan pêl bi pêl di miyanê dol û newalan de, serê koyan ra, di asîmanê welatê ma de, çar goşan ra weşî û şayî kerde vila. [1313 rosan_dar] Vanê emşo di asîmanê koy Agrî de, estarey Ehmedê Xanî hergo hewe zehfêrî şewq dayne. [1314 rosan_dar] Zehf merdimî kelegirî bî. [1315 rosan_dar] Keynanê ciwanan semedê heskerdişê (sînayîşê) Mem û Zîne, di a salona tarî de wesar û payîz xu vîrî ard. [1316 rosan_dar] Xortê ciwanî îne ra kemêr nêbî. [1317 rosan_dar] Eger destbidayne do zehf ciwamerdan semedê heyfê Memî êriş bikerdêne sehnî ser. [1318 rosan_dar] Belê, merdim nêzano di temaşekerdişê ena opera de çi hissî şarî de peyda bî. [1319 rosan_dar] Tenê Homa û hiskerdoxê ma zanê kamco hissî di rihê îne de newe ra xuliqiyay... [1320 rosan_dar] Di şanê newrozî de televîzyonî ena opera dîrekt mocnay (nawite). [1321 rosan_dar] Merdimê ko nêeşkay şêrê temaşe, qîmê xu bi televîzyonî ard. [1322 rosan_dar] Labelê ganî merdim vaco ko qediyayîşê opera dima, di şanê newrozî de, temaşe-kerdoxan bi xeyalanê ciya-ciyayan xu verra da miyanê tariyê şewe. [1323 rosan_dar] Her merdimêke bi xeyal û hêviyê xu, bi fikir û waştişê xu, kêfweş yan zî xemgîn... [1324 rosan_dar] Helbet pîrozkerdişê newrozî tenî bi operay Memê Alanî nêbi. [1325 rosan_dar] Badê opera, waştişê henî embazan ser ro, ma helîkopterêke weniştî ko ma di asîmanê Diyarbekirî de bigeyrê û bivînê ko di ena şewa tarî de cor de şaristan senîn eyseno. [1326 rosan_dar] Zege min verî zî vatbi, ez do hewl bidî ko qe nêbo menzerayêke biyarî çimanê şima ver, eger ena menzera zehf rengîne nêbo zî. [1327 rosan_dar] Belê, ma di tariyê şewê newrozî de, bi helîkopter di asîmanê Diyarbekirî de geyrenê. [1328 rosan_dar] Siûdê ma esto, hewr di asîman de nêeyseno. [1329 rosan_dar] Şewêke çîksayî ya. [1330 rosan_dar] Di asîman de estarey bi heme weşiyê xu temaşey ma kenê. [1331 rosan_dar] Heme şewan zêdeyêr (vîşêr) roşin ê. [1332 rosan_dar] Ti vanê qey ê zî ma dir newroz pîroz kenê. [1333 rosan_dar] Ma cor de temaşe kenê, şaristan di miyanê rengan de mendo. [1334 rosan_dar] Gelo ena keskî [1335 rosan_dar] sor a di ena şewa tarî de eysena? [1336 rosan_dar] Nê nê. [1337 rosan_dar] Ena keskîsorê ma wa. [1338 rosan_dar] Keskîsorê newrozî wa. [1339 rosan_dar] Belê, wexto ko ma nizdî ro bajarê Diyarbekirî yê kanî kenê, bi weşiyê menzerawa eysayî, ma konê miyanê xeyalan. [1340 rosan_dar] Bedenê Diyarbekirî seraser hamewo xemelnayîş. [1341 rosan_dar] Roşnayî zey aw herekêna. [1342 rosan_dar] Bedeno rengîn çimanê merdimî ver de şiklanê zehf bedeliyayeyan gêno. [1343 rosan_dar] Henî rayan zey gilayanê mûndan ê Xeca Koy Sîpanî eysenê. [1344 rosan_dar] Eger merdim hayî ro ci nêbo ko di helîkopterêke de wo, bêguman merdim wazeno cor de xu berzo miyanê enî daristanê gilayan... Bi têdiyayîşê helîkoptere ena ray rismêkew bîn yeno xuliqnayîş. [1345 rosan_dar] Bedenê Diyarbekirî kofiyanê ciniyanê kurdan anê verê çimanê merdimî. [1346 rosan_dar] Ay kofiyê rengînî û bi zêran xemalnaye eysenê. [1347 rosan_dar] Diyarbekir di verê çimanê merdimî de beno zey ciniyêke rind e ko di tarî şewe de tê geyrena. [1348 rosan_dar] Banê berzî, gilay mûndey, bedeno nexşîn tabloya hunermendî temam kenê. [1349 rosan_dar] Kela zerê merdimî wirzena, germbiyayişê canê merdimî hîna lez geyrayişê gunî ano vîrê merdimî. [1350 rosan_dar] Ma di asîmanê Diyarbekirî de, bi zerêka germine, ro zerê bajarî temaşe kenê... [1351 rosan_dar] Rochelatê şaristanî de çemê Dîcle herekêno. [1352 rosan_dar] Roşnê şaristanî ver, wexto ko merdim cor de hanêno, vîneno ko Dîcle bi awayêkew bîn herekêna, roşnayî awê Dîcle bedelnawa. [1353 rosan_dar] ko hereknayiş û pêlanê aw ra nêbo ez do vacî ena Dîcle niya... Adirê newrozî, di serê bedenê vakurî yê en berzî de bi heme pîroziya xu, ver bi asîman pêl dano. [1354 rosan_dar] Ti vanê semedê rizgarkerdişê Memî, Tajdînî banê xu veyşnawo... Hendî Padîşah di serê sîniya xu de kankilanê gozan nêvîneno. [1355 rosan_dar] Adirê newrozî hendî gozêre tenî nêverdeno. [1356 rosan_dar] Di asîmanê Diyarbekirî de fîşekê hewayî teqenê. [1357 rosan_dar] Belê, bi renganê ciyaciyayan, di asîman de bi fîşekanê hewayiyan »newroz Pîroz Bo« yeno nûştiş. [1358 rosan_dar] Di binê asîmanê Diyarbekirî de, ena şewa tarî de zehf çî eysenê... Ez serey şima nêdecnî. [1359 rosan_dar] Zege şima zanê, rocê newrozî ma kar nêkenê. [1360 rosan_dar] Roşan o. [1361 rosan_dar] Badê arahî, ma çend embazî piya veciyay miyanê bajarî. [1362 rosan_dar] Ma va ma banî ka di eno roco weş de diyarbekiricî newrozê xu senîn pîroz kenê. [1363 rosan_dar] Ma verê xu şa miyanê şaristanî, şaristanê kanî. [1364 rosan_dar] Herçiqas lazim niyo ez vacî, la şarê şaristanî bi cilanê xu yê mîlliyan rengêkew bîn dayne enî rocî. [1365 rosan_dar] Di serê rehîrê xu de ma pê hesiyay ko di miyanê şaristanî de trafîk vinderto. [1366 rosan_dar] Badî coy ma ra hame vatiş ko semedê şahî, di miyanê bajarî de trafîk dawo vindertiş... [1367 rosan_dar] Belê, ez senîn vacî? [1368 rosan_dar] Çar hetanê Diyarbekirî ra vengê def û zirna bîne berz. [1369 rosan_dar] Di eno roco weş de, bi waştişê belediya Diyarbekirî, belediyanê ma yê bînan ra govendgêrî (koçekî) hameybî şirawtiş. [1370 rosan_dar] Enka çar hetanê bajarî ra enî grûbê govende, bi govenda xu ya mehellî, bi hunermendî, kuçanê Diyarbekirî ra ver bi rastey Şêx Seîdî herekiyayne. [1371 rosan_dar] Hergû grûbe en tay se kesî ra viraziyaybî. [1372 rosan_dar] Xortê çelengî, keyney bedewî dest bi dest, pêl bi pêl leqayne. [1373 rosan_dar] To vatê qey mergê zozanan ê Serhedî yê. [1374 rosan_dar] Hewayke şenikî eno deryay gul û vilan şanayne tê. [1375 rosan_dar] Şarê bajarî di kiştê rehîran de, temaşey îne kerdêne. [1376 rosan_dar] Henî reyan bi tilîlî û çepikan ê zî têkilê govende bîne. [1377 rosan_dar] Badê grûbêke govende, grûbê komedî veciyay. [1378 rosan_dar] Herçî bi veciyayişê nê komikan tûtî zehf kêfweş bîne. [1379 rosan_dar] Tûtan bi hewar û qîrrî waştêne kolikanê pîlan ser o temaşey komikanê komedî bikerê. [1380 rosan_dar] Raştiko ê grûbanê komedî zî kêfêkew ciya dayne enî rocî û kêfê tûtan ser ra çîke çinêbi. [1381 rosan_dar] Tûtî bi zerweşî hewayne û kêf kerdêne. [1382 rosan_dar] Badê demêke, enî grûbê govende pêro resay rastey Şêx Seîdî. [1383 rosan_dar] Ewca serekê belediye kilm xeberî da. [1384 rosan_dar] Badê xeberdayîşî ena ray heme grûban piya bi hewt def û zirnan govende girote. [1385 rosan_dar] Ena menzera sosin, beybûn, pirpizêk, nêrgiz û vilê bihvêran ardêne vîrê merdimî. [1386 rosan_dar] Enî veng û menzereyan, xuliqnayîş û xumiyanê tebîetî ko di wesarê welatê ma de ameynê meydan, bi awayêkew tesîrin di xorîniya hissanê merdimî de cay xu girotêne. [1387 rosan_dar] Herê, şima zanê, min verî zî vatbi, ez hendî nêşkena ena tablo teswîr bikerî. [1388 rosan_dar] Werreka şaîra ma wa namedare Binefşa Xezale etya bibîne û di cay min de şima rê binuştêne. [1389 rosan_dar] Di dormarê Diyarbekirî de, diyarbekiricî di seyran-gehan, miyanê gul û vilan de newrozî bi tewir tewir şahiyan pîroz kenê. [1390 rosan_dar] La etya verî ko ez xu vîr a kerî, lazim o ez vacî, eyro roc rocê hezkerdoxan o. [1391 rosan_dar] hezkerdoxî xu keyeyanê xu ra fînenê dûrî ko nizdî waştanê xu bibê. [1392 rosan_dar] Bi seyan xort û keyney Diyarbekirî, di verê çemê Dîcle de, dest destê jobînî de, di miyanê xeyalan de, bi vatişanê şêrînan pê dir xeberî danê, lewanê engemînan jobînî ra wazenê. [1393 rosan_dar] Gulê sûrî û gulê pembey vişkoyênê. [1394 rosan_dar] Çemê Dîcle bi bar o, barê yê giran o la bi kêfweşî herekêno, Mem û Zîna Cizîra Botanî rê silamanê xort û keynanê Amedî beno. [1395 rosan_dar] Hezkerdoxî bi hêviya ko biresê Mem û Zîne, qevdanê vilan, nêrgizan, gulanê sûr û pembeyan erzenê miyanê çemê hezkerdişî... Û vanê hergû serre, di vîst û yewê Edare de Mem û Zîne newe ra xuliqênê û di kuçanê Cizîra Botanî de, di verê çemê Dîcle de tenî hezkerdoxan ra eysenê. [1396 rosan_dar] Veyşanî ver ma gêj biy. [1397 rosan_dar] Kêf û şahiya enî rocî ra ma wer kerdibi xu vîr a. [1398 rosan_dar] Ma weriştî şî keye. [1399 rosan_dar] Ma boya xu day, dima ra ma verê sifreykew mîrankî de niştî ro, wer werd. [1400 rosan_dar] Şan de ma do şirin stadyûmê Pîlî. [1401 rosan_dar] Belê, enka ma kewtê zerey stadyûmî û ma di cay xu de roniştê. [1402 rosan_dar] Qasêke badê cûy do piyes dest pa kero. [1403 rosan_dar] Program çende babetan ra viraziyawo la ez do şima rê tenî behsê piyesê Padîşahî bikerî. [1404 rosan_dar] Piyes bi destê merkeza kulturî hamewo amadekerdiş û bi awayêke hemdem hamewo şîrovekerdiş. [1405 rosan_dar] Di stadyûm de cawo veng nêmendo. [1406 rosan_dar] Nizdî vîst hezar temaşekerdoxî do temaşey piyesî bikerê. [1407 rosan_dar] Tv zî do raşterast piyesî bimocno. [1408 rosan_dar] Piyes bi kemîkerdişê roşnî û bi muzîkêkew xofin dest pê keno. [1409 rosan_dar] Pêlê recfe yenê merdimî. [1410 rosan_dar] Padîşahêke bi heme xof û nebaşiya xu, bi eskeranê xu wa kono zere. [1411 rosan_dar] Ma enka di dinyayêka bîne, dinyayêka kane de, enka ra bi hezar serran verî ciwiyênê. [1412 rosan_dar] Pêlê roşnayî, cilê Padîşahî û eskeranê cê, motîfê ko eysenê heme têdir nê hissan însanî de peyda kenê. [1413 rosan_dar] Kaykerdoxî xeberî danê, la ma vengê îne nêşinawenê. [1414 rosan_dar] Hereket û muzîk, çiyê ko benê, merdim seyrê piyesî ra fam keno. [1415 rosan_dar] Çar kenaranê meydanê piyesî ra hêdî hêdî merdimê bînî eysenê. [1416 rosan_dar] Heyatê însananê ay çaxî eyseno. [1417 rosan_dar] Ma şarî ra asinkar, koşkar, şiwane, citêr, rezwan û gelekî xebatkaranê bînan vînenê. [1418 rosan_dar] Padîşah rehet niyo. [1419 rosan_dar] Eskerê cê, di lez û bez de yê. [1420 rosan_dar] Pêlê xofê eskeranê Padîşahî tersêkew pîl di miyanê şarî de peyda kenê. [1421 rosan_dar] Her gama ko şina, riyê erdî ver bi cahnim yeno bedelnayiş. [1422 rosan_dar] Heyat beno ezabêkew giran... Badê demêke, miyanê şarî ra tevgerê henî merdiman dest pê keno. [1423 rosan_dar] Muzîk merdimî şano tê. [1424 rosan_dar] Çar kenaranê stadyûmî ra veng yeno. [1425 rosan_dar] Çirûskê (çiqlikê) adirî eysenê. [1426 rosan_dar] Tîrêjê roşnî ra-ray benê geşî. [1427 rosan_dar] Bi keft û leftêke pîle, di miyanê mij û dumanî de, roşnayî tariya şewe darena we. [1428 rosan_dar] Padîşah û eskerê xu nêşkenê xu vera adir û tîrêjanê roşnayî bipawê. [1429 rosan_dar] Muzîk yeno bedelnayîş. [1430 rosan_dar] Kêfweşî hem bi muzîk hem zî bi piyes yena pîrozkerdiş. [1431 rosan_dar] Vîst hezar temaşekerdox çepikan kuweno. [1432 rosan_dar] Diyarbekiricî »tarîxê« xu ra riperran vînenê. [1433 rosan_dar] Bi sereberzî û xemremnayeyî stadyûm ra vecênê. [1434 rosan_dar] Beno ko zey min, di hewnê gelekî temaşekerdoxan de zî piyes bêro tekrarkerdiş. [1435 rosan_dar] Bi kilmî newrozê ma yê emsarrî di şaristanê Diyarbekirî de, bi enewa hame pîrozkerdiş. [1436 rosan_dar] Reyna zî newrozê şima heminan pîroz bo. [1437 rosan_dar] Heme rocê şima bi şayî, bi kêfweşî û xeman ra dûrî bivêrê... [1438 rosan_dar] Min di dewêke de cayê xu girot. [1439 rosan_dar] Heyatê min, kê min, weşî û nêweşiya min, viyarteyê min heme etya yê. [1440 rosan_dar] Wazena verê ko ez behsê xu bikerî, bi kilmî bo zî dewê xu bidî naskerdiş. [1441 rosan_dar] Verê ko ez bêrî dinya û kokê xu vera bidî binê erdî û di serê riyê zemînî de şax bidî û berz bibî, awankerdoxê cê hameyê etya ronawo û ena dewe awan kerda. [1442 rosan_dar] Di xortaniya xu de, min reyêke waşt ez dewican ra perskerî ka gelo ê ça ra hameyê, verûcû ça biyê, la heyf min cesaret nêkerd. [1443 rosan_dar] Min va, ê go (do) bi min bihewê; yariya xu bi min bikerê; go vacê ti kam a, yê ko heyat dawo to ma yê; ti seyîn persanê anakî ma ra kena? [1444 rosan_dar] Ena dewa ko ez tede wa, di qerajê koyêke de viraziyawa. [1445 rosan_dar] Erê raşt o, no ko zehf berz niyo; la gorey dormarê xu koyêkew berz yeno qebûlkerdiş. [1446 rosan_dar] Di qerajê koy de hîrayî ser o yew-di û dergî ser o bi qasê çend kîlometreyan raşteyêke esto. [1447 rosan_dar] Di binê enî raştî de berziyêke -ku rêzila sî û zinaran ra viraziyêna- ze dêsêkew tebiî di binê dewe de seraser derg biya. [1448 rosan_dar] Eno cawo ko dewe tede hameya awankerdiş maneno sedirêke. [1449 rosan_dar] Ti vanê qey ena dewe di serê a sedire de nişta ro; paşta xu dawa koy û lingê xu veredayê acêr. [1450 rosan_dar] Gorey dewanê dormarê xu, dewêka pîl a. [1451 rosan_dar] Qeybê ke serê bananê îne pê wa hameyê awankerdiş û zehf reyan dêsê kiştan bi şirîkî hameyê viraştiş; cor ra, serê koy ra banê dewe ze raşteyêko hîra eysenê û kuçeyê miyanê banan teng ê, dûrî ra weş nêeysenê. [1452 rosan_dar] Zimistanan hewa serd o; vewre zehf varena; locinanê banan ra dûyêkew tenik beno berz; loma zî wexto ko yewo xerîb dewanê pey koy ra bêro û cor ra, serê koy ra banîro, eger dûyê locinan ra nêbo go niyaro xu vîrî ko dewêka pîle di binê vewre de wa. [1453 rosan_dar] Hinî berziyê koy bi daranê mazêran pişte yê; labelê hetê rocawanî rût û repal o. [1454 rosan_dar] Enka zî weş yeno vîrê min, heya wextê xortaneya min, eno der û dor heme daristan bi. [1455 rosan_dar] Ay çaxan dewa ma zî zehf qelebalix nêbî. [1456 rosan_dar] Di miyanê ay daristanan de heme tewir teyr û tebûrî, heywanê koyî peyda bîne. [1457 rosan_dar] Vergê harî gege hameyne nizdiyê dewe û zûrayne. [1458 rosan_dar] Daristan mekanê heş û wehşanê koyiyan, liwan, kuzan, arwêşan, pilûran û gelekî bînan bi; di miyanê daristanî de enî tewir heywanî di dinyay xu de ciwiyayne. [1459 rosan_dar] Derheqê koyiyan de zehf meseley û estanikî estê, labelê ez etya behsê îne nêkena. [1460 rosan_dar] Bi pîlbiyayîşê dewe, vêşîbiyayîşê dewican û ramitişê erdan, verra verra ay daristanî biy vinî. [1461 rosan_dar] Enka zeke sereyêkew keçel, etya û ûca çend darî mendê. [1462 rosan_dar] Ez şima rê sirrêke xu vacî la yewî ra mevacê. [1463 rosan_dar] Raştiko ez zehf tersayne; min vatêne go rocêke dore bêro min zî, go bêrê serey min zî tera bikerê; weşî û bextiyariya dinya ra min bêpar verdê; çimkî di verê çimanê min de çend way û biray min bi xîzaranê pîlan kerdbî erd ra. [1464 rosan_dar] Ez bi rocan bermawa. [1465 rosan_dar] Bermayişê min him semedê îne ra him zî semedê halê min, tersê min ra bi. [1466 rosan_dar] La şikir Homay rê, heta enka dore niyameya min. [1467 rosan_dar] Ver bi rochelat ko berziyan û dolan ra viraziyêno. [1468 rosan_dar] Di hetê rochelatî de, berziyê rêzilanê koy di reyêke de nêbiriyênê; hetanî des kîlometrey dewam kenê. [1469 rosan_dar] Qerajê koyan bi rezan pişteyê. [1470 rosan_dar] Di miyanê rezan de ca-ca vamêr û miroyêrî benê berzî; hetê engure û şîrney engure ra dewa ma zehf pêt a. [1471 rosan_dar] Ez cay xu ra heme enî dewan û gomeyanê ko di hetê vakûrî de hamey awankerdiş vînena. [1472 rosan_dar] Ma ra zehf dûrî niyê. [1473 rosan_dar] Dûriya yew yewî bi pay qasê seetêke, yê bînan zî di seetî rehîr o. [1474 rosan_dar] Dewê ko di pey koy de yê min ra nêeysenê; derheqê îne de ez zehf çî nêzana; labelê wexto ay dewan ra yew bi meymanî yeno dewa ma, bi nimitikî bo zî ez îne ra tanî xeberan gêna. [1475 rosan_dar] Dewicê min û meymanê îne xu rê konê miyanê terraqe; bi seetan yewbînî dir xeberî danê; behsê pes û dewaran kenê; erd, rez û bexçan ser ro qisey kenê. [1476 rosan_dar] vanê qey hema yê xu rê xeberî danê û xeberîdayişê îne beno vinî. [1477 rosan_dar] La raşt niyo. [1478 rosan_dar] Ez şahidê îne wa. [1479 rosan_dar] Vengo ko fekê îne ra vecêno, di hewa de beno vila û pêl bi pêl reseno min. [1480 rosan_dar] Ez zî bi enawa kar û xebata îne ra haydar bena. [1481 rosan_dar] Şima zanê ez çi ra zehf hez kena? [1482 rosan_dar] Rebenê Homay, şima go ça ra bizanê! [1483 rosan_dar] Baş o, bê ko ez şima aciz bikerî, ez go vacî. [1484 rosan_dar] Ez govendan û şewbêrkanê îne ra -ayê ko peyniya payîz û verniya zimistanî de yê- hez kena. [1485 rosan_dar] Dewicî, hergû şewe di keyeyêke de kom benê û terreqnenê. [1486 rosan_dar] Vahîrê keyî bi gorey taqetê xu meymananê xu rê bastêx, meşlûlan, eşkican û fîkiyanê wişkan, lepikan, dendikanê vaman û gozan di serê sînî de ronano. [1487 rosan_dar] Eger di şewanê îne de dengbêjêke zî hazir bo, ay çaxan kêf kêfê min û cematî yo. [1488 rosan_dar] Bi berzbiyayişê vengê dengbêjî bêvengiyêke xu veradana serê dewe û merdim vano qey yew cîf (nefes) nêgîno û nêdano. [1489 rosan_dar] Gege ez fikiriyêna vana, gelo enî dewicî çî rê ende enî dêran ra hez kenê? [1490 rosan_dar] Eger şima bizanê û min ra zî vacê ez go zehf kêfweş bibî... Govende. [1491 rosan_dar] Qet mevacê. [1492 rosan_dar] La veyveyan weştir çi esto? [1493 rosan_dar] Wexto ko dewicî heme konê govende; cinî, camerdî, keyney, xort û tûtî heme di raştey govende de bi şayî kêf kenê; keyney û lacî bi zerêka lerzaya nizdiyê yewbînan benê û dest di destê yewbînan de govende gênê; ez zî bi enî halê xu kona miyanê şayiya îne; bi pelan û şaxanê xu, di binê hewayêke honikî de pêl dana. [1494 rosan_dar] Yew weşiya govendan vera yewbînan dêrvatişê grûbanê govendgêran o, yê diyîne zî di ereyê şewe de pirodayîşê bilûre wo. [1495 rosan_dar] Bilûrvan (lulîbend) bi naz luliya xu taneka xu ra veceno, hêdî hêdî di miyanê lewanê xu de ca dano serey lulî û bêvengiya şewe şikneno; xeberoşkan û meselan bi bilûra xu lûrîneno. [1496 rosan_dar] Wexto ko lulîbend qaydey vergî û kutikî ceneno ti vanê qey hanî yo pêrodayişê îne di verê çimanê heme goştaritoxan de qewimêno; wexto ko verg zorê kutikî beno, lulî bi keder û xem veng vecena; riyê îne ra fam beno ko goştaritoxî zî di binê tesîrî de yê; la wexto ko kutik zorê vergî beno, hindî lulî girêna; şayî ya, te dir riyê goştaritoxan beno a... [1497 rosan_dar] Ti raşte vacê, eger enî govend û şewbêrkan ra zî nêbo, di qerajê enî koy de viyartişê wextî go zehf zehmet bo. [1498 rosan_dar] Vera vay vakûrî û di binê vewre zimistanî de ez bi enî şayî û terraqanê îne bena germ û sebrê zera xu ana. [1499 rosan_dar] Ay zî çinêbîne Homa zano go çiqas vîşêr hucrey min bimerdêne. [1500 rosan_dar] Ez bi biyayişê xu deyndarê ena dewe wa. [1501 rosan_dar] Sayey dewican de ez esta û ciwiyêna. [1502 rosan_dar] Loma zî ez îne ra zehf hez kena. [1503 rosan_dar] Seyîn ez hez nêkerî? [1504 rosan_dar] Kam di cay min de bo go ana vaco. [1505 rosan_dar] Ez û ê ma biyê birakî. [1506 rosan_dar] Çi baş, çi xirab, zehf çiyê ma kewtê tê miyan, ma di xidareya serdê zimistanan û kelakela amnanan de piya xu ver ro dawo; di ena dinya de yew nêeşkeno ma yewbînan ra abirno. [1507 rosan_dar] Ez îne hemine weş şinasnena. [1508 rosan_dar] Qican ra heta pîlan, pes û dewarê îne, keyney û lacê îne heme min dir bi awayêke şirîk ê. [1509 rosan_dar] Vîstikêke çinya ko ez çîke nêeşnawî yan zî nêvînî. [1510 rosan_dar] Ez hindî şima ra vacî çi? [1511 rosan_dar] Şima nanîk ê zanê ma çiqas nizdî yewbînan ê. [1512 rosan_dar] Ez xu erzena vijdanê şima wendoxan û verê vatişan biney ver bi xu tadana. [1513 rosan_dar] Key ra ez etya wa, seyîn min etya ca girot, nîno vîrê min. [1514 rosan_dar] No semed ra min efû bikerê. [1515 rosan_dar] Şima raşte persê ez zehf biya pîre; zeke şima zanê, wexto ko merdim beno pîr hindî kes nêeşkeno heme çî biyaro xu vîrî. [1516 rosan_dar] Beno ko min bi seyan zimistan û amnanî diyê. [1517 rosan_dar] Ez gege fikirêna; gelo mumkin o merdim heme çiyanê heyatê xu yê verî biyaro xu vîrî? [1518 rosan_dar] Şima min ra pers kerê, eger bi temamî nêbo zî çiyê muhîmî lezalez vîrê kiçî ra nêşinê. [1519 rosan_dar] Ay çî di kujêke hêşê merdimî de xu danê pêser; bi sebir pabey rocê xu vindenê. [1520 rosan_dar] Eger siûdê îne bibo, rocan ra rocêke pêlê geyrayîşî û vîrardişî resenê kujê îne û bi awayêkew zerweş yan zî xemgîn îne newe ra xuliqnenê. [1521 rosan_dar] Bi newe ra xuliqnayîşê ay zanayîşanê kanan û ciwiyayeyan merdim reyna ciwiyêno. [1522 rosan_dar] Tanî merdimî bi kêfweşî enî çiyan hergû roc anê vîrê xu; di çarçîbaya mezg û zanayîşî de, tenî bo zî enî çiyan tekrar kenê û pê hewiya xu anê. [1523 rosan_dar] Labelê merdim hergû hewe raştê weşî û rindî nîno; gege bêhemdê merdimî bo zî meseley nêweşî, tahlî xu aver danê û merdimî dekenê miyanê torra xu. [1524 rosan_dar] Bi kul û keser merdimî tê şanenê; milûl kenê. [1525 rosan_dar] Herçiqas ko merdim wazeno gamêke verêcû te ra xelas bibo zî eno karêkew asan niyo. [1526 rosan_dar] Cuwe ra ez neçar a ko behsê meselanê weşan û nêweşan, meselanê zerweşî û xemgînan, tahl û şîrînan hemine bikerî; ma heyat bi xu enawa niyo? [1527 rosan_dar] Eger mowsimanê wesar yan zî amnanî ra rocêke rehîrê şima bi enî cayan bikewo, bêrê min hete, di binê verestiya min de xu derk kerê û goşê xu bidê min; şima go ay deme qestê min fam bikerê. [1528 rosan_dar] Raşta zî reyêke tenî çimê şima biguno min, şima go heme heyatê min di binê qirmiçanê riyê min de bivînê. [1529 rosan_dar] Di binê ay qirmiçan de game bi game heyatê min, rocê min ê viyartey û xatirayê min estê. [1530 rosan_dar] De hela bêrê ez û şima ma kişta yewbînan de roşê; henda ko ez bieşkî û taqetê min dest bido ez go şima rê tanî xatirayan û meselanê dostanê xu vacî. [1531 rosan_dar] La enî çiyanê ko ez behs bikerî, zehf rey xu di payîzê heyatê merdimî de leqnenê. [1532 rosan_dar] zî nêwazenê bê qeyd û belge bimirê, şêrê. [1533 rosan_dar] Cuwe ra xu tê danê û eger bi nuştiş nêbo zî wazenê bi vatiş di zanayîşê tanî merdiman de heyatê xu bidê dewamkerdiş û di rêzila vîran de cay xu bigîrê. [1534 rosan_dar] Gelo şima vanê heqê îne çiniyo? [1535 rosan_dar] Hela min rê vacê, gelo çîke yan yew esto ko bi vaştişê xu, bê ko çîke di pey xu de verdo, serey xu bigîro û ena dinya ra şêro? [1536 rosan_dar] Eke şima min ra pers kerê, ez bawer nêkena. [1537 rosan_dar] Cuwe ra her çiyo ko esto, semedo ko bieşko heyatê xu bido dewamkerdiş timûtim di xebate de wo. [1538 rosan_dar] Enî semedan ra heqê xatirayan erd ra heya asîman esto ko yê zî biwazê hergû hewe xu newe bikerê û bêrê vîrê ma. [1539 rosan_dar] Pêlê fikiriyayişî di serey min de bi enî hewayan geyrenê. [1540 rosan_dar] Erê ti bi Homay kenê, ti vanê se? [1541 rosan_dar] Enî çî konê serey to, to rê maqûl ê, ti û kêfê xu. [1542 rosan_dar] Eke ti meraq nêkenê ka ez go vacî se, ti wazenê hema etya, bê ko ti rêzêke tenî zî biwanê wendiş ra fek vera de, mefikiriye. [1543 rosan_dar] Ti go bieşkê? [1544 rosan_dar] Belê, ez heyatê xu û dostanê xu ra şima rê çend nimûneyan û xatirayan vana. [1545 rosan_dar] Nizdî se serre verûcû, rocêke rocanê payîzî ra, dewicî di keyeyêkew pîl de ronişte û di miyanê terraqêka germ de biy. [1546 rosan_dar] Îne behsê camêrdî, ters, cin, perî û hûtan kerdêne. [1547 rosan_dar] Ereyê şewe de vatiş hame Hûtê Gola Qorqorî ser. [1548 rosan_dar] Qalî derg biy; roniştey şî-hamey û di peynî de va yew nêeftareno bi şewe şêro ûca. [1549 rosan_dar] Husênî miyanê cematî ra va ez eftarena. [1550 rosan_dar] Nêeftarenê, eftarena, welhasil îne şert kerd. [1551 rosan_dar] Dewican va eger ti meşte şan de şêrê serê Gola Qorqorî û şewe ûca bimanê ma go di çiwalan genim bidê to. [1552 rosan_dar] Husênî û dewican pê kerd. [1553 rosan_dar] Ereyê şewe dewicî weriştî vila biy, hergû yew şi kê xu. [1554 rosan_dar] Lazim bi ko Husên meşte şan ra heya şefeqî, tenî, di Newala Qorqorî de di serê gole de bimendêne. [1555 rosan_dar] Ti raşte vacê Husên poşman bibi û tersayne, labelê reyêke soz dabi û ser ra zî şert kerdbi. [1556 rosan_dar] Ciniya yê Zerê, bi heyran û qurban ci rê lavayî kerde; yê ver ro geyra la fayde nêkerd. [1557 rosan_dar] Heya nimacê yerî Husên bi ters û heyecan di dewe de mend. [1558 rosan_dar] Ver bi şan vişt we, tifingê xu yo qapsulin girot; di nanê tenûre, di serey piyanzî, tanî tantûr û tanî sola ko kerdibî miyanê potikêke, pêro kerdî tewrey xu û verê xu şa Newala Qorqorî. [1559 rosan_dar] Newale henda çewres deqîqa bi pay dewe ra dûrî bî. [1560 rosan_dar] Di serê rehîrê xu de Husênî xu bi xu va verê ko ez şêrî newale, ez go şêrî Yeniyê Maran; beno ko siûdê min bibo û ez çend zerecan bikişî û şan de di verê gole de biney şamê min weş bo. [1561 rosan_dar] Husênî rehîrê xu tada ver bi Yeniyê Maran. [1562 rosan_dar] Rey rey ver bi şan semedê aw ra zerecî hameyne yenî ser. [1563 rosan_dar] Husênî velg ra xu rê kozikêke viraşt û kewt miyanê kozikî, bi hêviya ko zerecan bikişo. [1564 rosan_dar] Badê wextêke, refêke zerecan xu di serê yenî de nişt. [1565 rosan_dar] Husênî tifîngê xu girot, qundaxê tifîngî weş sîney xu şana, nîşan girot û gişta xu ya destê raştî -gişta şade- di linga tifingî de şidêna. [1566 rosan_dar] Gumiya tifîngî ra çend zerecî perray û çend hebî zî di verê yenî de perpiziyayne. [1567 rosan_dar] Husên wişt we û ver bi zerecanê perpiziyayeyan vazda; hîri zerecê gozelî tepiştî. [1568 rosan_dar] Heme hîri zî sere birnay, dekerdî tewrey xu û verê xu şa Gola Qorqorî, şi. [1569 rosan_dar] Tarî hêdî hêdî kewtêne erdî ser. [1570 rosan_dar] Wexto ko Husên resa serê gole, hindî zehf wextê yê nêmendbi. [1571 rosan_dar] Lezkanî biney percînî, pûş û darê wişkî day pêser û di verê gole de cay xu nîşan kerd. [1572 rosan_dar] Bêsiûdiya yê rê şewêka tarî û dermate bî. [1573 rosan_dar] Merdimî nêeşkayne verniya xu bivîno. [1574 rosan_dar] Husênî biney pûşî, heste û berheste taneka xu ra vetî; bi destê xu yê çepî pûşî û di kişte pûşî de berheste tepişt, hesteyê adirî pêtkanî da berheste ro. [1575 rosan_dar] Badê ko çend rey heste û berheste pêtkanî gunay pê ro, çiqlikan pûşî girote. [1576 rosan_dar] Husênî ca de puf kerd û adir tê vist. [1577 rosan_dar] Hindî dormarê yê sayey adirî kifş bîne. [1578 rosan_dar] Husênî zerecî tewre ra vetî, ruçiknay; wişt we şi gole ver, zerey zerecan pak kerd û ageyra; adirî ver de ronişt. [1579 rosan_dar] Bi kardî hîrê hebî şivî heway şîşan semedê pewtişê zerecan ra taştî û pak kerdî. [1580 rosan_dar] Zerecê xu sole kerdî û semedo ko sole weş tehmê xu bido goştî, zerecê bi şîşan wa di kişta xu de siyan ser o nay ro. [1581 rosan_dar] Adir hindî girr bibi. [1582 rosan_dar] Di verê adirî de ronişte, bala yê şî kilanê adirî ser û we kewt miyanê xeyalan. [1583 rosan_dar] Dinyaya cin û periyan, dinyaya dêw û hûtan di mezgê Husênî de xuliqiyayne. [1584 rosan_dar] Xeberoşk û meselay tersî, di verê çimanê yê de ganî bîne. [1585 rosan_dar] Tariyê şewe ze kaposêke xu yê ro piştêne; nizdî yê bîne. [1586 rosan_dar] Bêhemdê xu, xu bineyna ver bi adirî ant; adir ci rê bibi paşmêrêke. [1587 rosan_dar] Di ena şewa tarî de xu di ena newale de tenî û bêçare his kerdêne. [1588 rosan_dar] Bala xu hina zehf da kilanê adirî. [1589 rosan_dar] Kilanê adirî, di verê çimanê yê de şiklê ciya-ciyay girotêne. [1590 rosan_dar] Ciniya yê Zerê hamî vîrê yê. [1591 rosan_dar] Gêsê Zerê di verê çimanê yê de bîne berz; bîne derg; bereqiyayne; birû, çimî û lewê ya yê sûrgulî eysayne. [1592 rosan_dar] Çimê Husênî ver bi cêr tadiyay; gerdenê ya û sîney ya wo hinarîn eysayne. [1593 rosan_dar] Husênî bi niyeto ko destê xu çicikanê Zerê ra no, destê xu ver bi ya berd; la semedê veyşayiş û dicnayişê ra, yê destê xu ant û veciniqiya; bi awayêkew matmende haniya dormarê xu ra. [1594 rosan_dar] Zege vaco »ez etya se kena, ka Zerê ko ra şî?« Biney badûcû xu hesiya; sozê yê û dewican û şertê îne hame vîrê ci. [1595 rosan_dar] Axiyêka xorîne ante. [1596 rosan_dar] Çiqas wext şibi yê nêzanayne. [1597 rosan_dar] Adir sist bibi. [1598 rosan_dar] Çend darî eştî adirî ser û pê adir geş kerd. [1599 rosan_dar] Wişt we şi verê gole, sere û çimê xu şitî û ageyra hame cay xu. [1600 rosan_dar] Semedê pewtişê zerecan, di kiştanê adirî de siy nay ro; kuçike viraşte; zerecê bi şîşan wa dartî we û kuçike ser nay. [1601 rosan_dar] Herçiqas yê nêzanayne la hindî erey bi û şewe nîme bîbî. [1602 rosan_dar] Şewêke bêvenge. [1603 rosan_dar] Eke vengê veşayîşê daran û qurr-qurrê qurrqurrokan ra nêbîne vengêke bînî ena bêvengiya şewe nêherimnayne. [1604 rosan_dar] Gola ko we ver de bî, zehf xorîn û hîra nêbî. [1605 rosan_dar] Xorîneya gole hirî-çar, hîrayeya ya şeş-hewt û dergeya ya zî henda des metreyan bî. [1606 rosan_dar] Di miyanê siyan û zinaran de ze hewzêke eysayne. [1607 rosan_dar] Tanî awa gole dewanê corînan ra, pey dereyêke hameyne, qismo bîn zî di binê gole de miyanê zinaran ra veciyayne. [1608 rosan_dar] Amnanan wexto ko dere bîne ziwa zî tim aw serê gole ra herekiyayne; ver bi cêr şîne. [1609 rosan_dar] Amnanan xortî hameyne kewtêne ena gole, la şewan tersan ver çi kesî nêefterayne rehîrê xu bi enî cayan bifîno... Xura sebebê şertkerdişê Husênî û dewican zî eno ters bi. [1610 rosan_dar] Di a şewa tarî de, wexto ko Husên di gole ver de bi, dewicî zî di keyeyêkew pîl de pabey yê biy. [1611 rosan_dar] Hinan vatêne mumkin niyo ko Husên weş ageyro, go ters û cinawirî yê bikişê, tanînî zî vatêne willahî cinawirminawirî çiniyê, eger o nêterso, go sax û silamet ageyro û go di çuwalî genimê xu zî qezenc bikero... [1612 rosan_dar] Enka bala Husênî pewjiyayişê zerecan ser o bî; la nişka va xumiyêke gole ra hamî, to vatê qey gole kel dana. [1613 rosan_dar] Dimacû şiklêkew ecêb ze dêwêke gole ra veciya û ver bi adirî hame... Homa merdimî bipawo. [1614 rosan_dar] O çi bobelat bi. [1615 rosan_dar] Henda hîri metreyan derg, şiklêke zey însanan û pirçin, pirço derg, heşî xirabêr; sere û çimî zî zey yê însanan la yê zî pirçin. [1616 rosan_dar] Miyanê çimanê yê nêeysayne, la serê serey yê zey torzînêke bi. [1617 rosan_dar] Husên hêz ra kewtbi û nêeşkayne xu têbido. [1618 rosan_dar] Waştêne werzo, biqîrro; la çi heyf ko azayanê ganê yê zey waştişê yê nêkerdêne... Dêwo seretorzînin hame verê adirî, di qarşî Husênî de ronişt. [1619 rosan_dar] Haniyayne Husênî ra. [1620 rosan_dar] Badê wextêke hêşê Husênî hame sere, dest û lingê yê hindî leqayne. [1621 rosan_dar] Vengê xu nêkerd. [1622 rosan_dar] Nêeftarayne vengê xu bikero. [1623 rosan_dar] Zerecanê vezdinan ra ron kewtêne miyanê adirî û veşayne. [1624 rosan_dar] Husênî bêhemdê xu şivêke tada ko kişta bîna zerece zî bi pewjiyo. [1625 rosan_dar] Dêwî zî zey yê kerd. [1626 rosan_dar] Her reya ko Husênî şive tadayne, Dêwî zî bêzariya(teqlîdê) yê kerdêne. [1627 rosan_dar] Husênî şivêke girote û ronê zerece cilanê xu sawit. [1628 rosan_dar] Dêwî zî şivêke girote û teqlîdê Husênî kerd. [1629 rosan_dar] Bi enawa, sere ra heya verê lîngan wirdînan zî xu di miyanê ronî de verda. [1630 rosan_dar] Husênî nişka va piskoniyêke girot û Dêwî ra na; kile yo girot û Dêw di miyanê kilan de mend. [1631 rosan_dar] Bi qîjiyêka ecêbe Dêw orra û rema şi, di miyanê gole de bi vinî. [1632 rosan_dar] Bi qîjiya Dêwî, Husên tersan ver xereqiyabi. [1633 rosan_dar] Wexto ko bi xu hesiya hindî şefeq bi. [1634 rosan_dar] Haniya dormarê xu ra, adir tefiyabi û zerecê yê veşaybî. [1635 rosan_dar] Wişt we, haniya gole ra, haniya dormarê adirî ra, la çîkew fewqalade nêdî. [1636 rosan_dar] Şi gole ver, sere û çimê xu şitî; hame fekê tewrî akerd, waşt ko biney nan û tantûr boro, la nêeşka... Herçiqas ko veyşanbi zî. [1637 rosan_dar] Wişt we, tifing û tewrey xu girotî û verê xu tada dewe... [1638 rosan_dar] Zerê, di keye de bi çimanê bêhewnan pabey mêrdey xu bî. [1639 rosan_dar] Şiyayîşê mêrdey xu ra heya serê sibay di quncikêke de xu antbi pêser û bi ters û heyecan bermaybî... Bê ko hayiya ya te ra bibo ko mêrdey cay ver bi dewe yeno. [1640 rosan_dar] Şefeqê Homay ra, di xortî, di teberê dewe de, di serê rehîrê Husênî de pabey yê bî ko piya şêrê keyewo ko dewicî tede pabey Husênî vinderte biy. [1641 rosan_dar] Senî ko Husên eysa xortî şî verniya yê, piya rey ra şiy, bêveng. [1642 rosan_dar] Xortan di binê çiman ra zeke merdim hanêno egîdan ra temaşey Husênî kerdêne. [1643 rosan_dar] Husên di verê çimanê îne de zey dêwêke eysayne û bi heybet rey ra şîne... [1644 rosan_dar] Roco yene bi. [1645 rosan_dar] Ena serra ewlîne bî ko banêke di meheleya corîne de bi namey »Dibistane« hamebi nawitiş. [1646 rosan_dar] Banêkew di odeyin bi, wahîrê banî kê xu berdbi şaristan. [1647 rosan_dar] Bi yardimê dewican necarêke tanî kursî û masey viraştî; ban hame sîwaxkerdiş û weş nîno vîrê min labelê ez vana qey rocêkew dişeme bi, heme dewicî piya bi tûtanê xu, di verê banê dibistane de kom bî. [1648 rosan_dar] Yewê serqotî ko tera vatêne »Xoca« qisey kerd û dimacû tûtî şî zerre û bay îne zî ageyray serê kar û xebata xu. [1649 rosan_dar] Wexto ko »memûrî« şaristan ra hamey û va »ma go di dewe de dibistanêke akerê”, dewicî biney tersay; xu ra di barê îne de edet bi, çiyo ko tebera, şaristan ra bihameyne tersêke vistêne zerra îne; vayê tersî xu îne ro piştêne; û heya îne ra hameyne xu ay »xerîban« ra dûrî girotêne. [1650 rosan_dar] Dewican ziwan û qisekerdişê nê xerîban ra çîke fam nêkerdêne. [1651 rosan_dar] Neheq zî nêbî, hema bi enî halê xu ez zî ay »xerîban« ra aciz bîne. [1652 rosan_dar] Seyîn nêbî, min bi xu zî ziwanê îne ra fam nêkerdêne. [1653 rosan_dar] E verûcû zî çend rey hameybî dewe, la hameyîş û şiyayîşê îne zehf balê min nêantbi; xu ra di dewe de zehf nêmendêne; hakerûna xu werdêne û şîne. [1654 rosan_dar] Semedo ko min zanayne etya nêmanenê ez ne ziwanê îne mûsawa û ne zî min çîkew anayîn fikiryawa. [1655 rosan_dar] Cilê îne zî zege dewican nêbî. [1656 rosan_dar] Ti raşte vacê heya enka dewican çi xêrêke yê »xerîban« ra nêdîbi. [1657 rosan_dar] Gege ê -îne ra vatêne esker- bi sîleh hameyne dewe û tanî xortê dewe pêser kerdêne û berdêne; gege tan bînî zî hameyne dewican ra zerd û perey waştêne; yew yew rey zî kewtêne kê dewican gen-im, cew, nîske çi dest bikewtêne berdêne, vatêne semedê eskeran benê. [1658 rosan_dar] Brahîm tûtêkew hewtserre bi. [1659 rosan_dar] zî zey amveranê xu dest bi dibistane kerd bi. [1660 rosan_dar] Kê bay Brahîmî di mehelaya cêrîne de bi. [1661 rosan_dar] Wexto ko Brahîm şîne dibistane hameyne hergû hewe di verê min ra viyartine. [1662 rosan_dar] Xura verê ko dest bi dibistane bikero ez û we ma bîbî embazê yewbînan. [1663 rosan_dar] Enka şima go vacê seyin ti bi enî emrê xu yê vêşî ti yê dir bî embaz? [1664 rosan_dar] Baş o, ez zî şima ra persena, gelo kal û pîrî seyin torinanê xu dir benê embaz? [1665 rosan_dar] Şikir Homay rê ko Brahîm zey şima nêfikiriya. [1666 rosan_dar] bêfikirkerdêşêkew derg embaziya min qebûl kerde û hergû hewe hameyne min hete. [1667 rosan_dar] We biyayişê xu ra heya bi eyro bi çimanê xu yê şirînan hanyayne min ra. [1668 rosan_dar] Çi rocêke xirabî an nebaşiyêke min ra nêdî. [1669 rosan_dar] Wexto ko qic bi, di miyanê qumateke de bi; amnanan daya yê we di binê verestiya min de kerdêne hawn a. [1670 rosan_dar] Tîrêjanê rocî ra pawitişê yê min rê kêfweşî bî; bi pelanê xu yê xişnan, bi berzbiyayîş û gurriya xu min bi seetan we pawitêne. [1671 rosan_dar] Hanyayne min ra û min zî ci rê xeberoşkê weşî vatêne. [1672 rosan_dar] Pê kêfê yê hameyne û hewayne. [1673 rosan_dar] Eger yewî bidiyne ko heweno, vatêne: »Meleketan dir kay keno û heweno.« Xem nêbeno meleketî zî min rê xerîbî niyê, biney heqê min îne ser ro esto, la. [1674 rosan_dar] Eyro Bro, bay xu û melay dewe şî li xizînan bigeyrê. [1675 rosan_dar] Melay nûşteyêke nûşt û di miyanê girrêşê de pişt. [1676 rosan_dar] Waştişê bay xu ser ra Bro bêzerra xu şi dîkê îne wo sipe bi destan tepişt; lingê dîkî girêday û we kerd zerrey tewreyêke hîray, la serey dîkî teber ra bi. [1677 rosan_dar] Îne huwe û kulingêke zî xu dir berdî. [1678 rosan_dar] Piya ver bi koyê pey dewe şî. [1679 rosan_dar] Nîm seetê rapey di cayêke de ko şikê xizînan kerdêne dîk tewre ra vet; bi layêke sist nûşte milê dîkî wa girêda û semedo ko dîk nêremo layêkew derg zî lingê dîkî wa girêda û dîk vere da. [1680 rosan_dar] Melay vatêne »dîk ça weng do û nikulê xu bido erd ro lazim o ûca bêro kendiş.« Labelê dîkî çi cayêke de veng nêda. [1681 rosan_dar] Broy dîkê xu kerd verika xu û yê ko ro kewtî diyar. [1682 rosan_dar] Reya ewilî ra di qatî vîşêr şî. [1683 rosan_dar] Enka di serê koy de cawo en berz de bî. [1684 rosan_dar] Vatêne ko verûcû di serê enî koy de qesrêka mîrêke biya; a qesre di erd zelzeleyêke de biya xira. [1685 rosan_dar] Merdimê ko di qesre de bî pêro merdê û xizînay Mîrê zî binê xirba qesre de menda. [1686 rosan_dar] Broy rayêka bîne dîkê xu vere da; badê biney geyrayişî, dîkî di cayan de veng da û nikulê xu da erd ro. [1687 rosan_dar] Cayê ko dîkî nikulê xu dabi piro Broy bi qûçan nîşan kerdî. [1688 rosan_dar] Wexto ko enî çî bî, Mela û bay Broy nimacê nîmerocî ser o bî. [1689 rosan_dar] Nimacî ra pey ê hamey û dest bi kendiş kerd û hinda di metran erd kend bê ko raştê çîke bêrê. [1690 rosan_dar] Îne cay diyîne zî kend la ew zî veng veciya, bê xirba siyan çîke nêeysayne. [1691 rosan_dar] Çend cayanê bînan de zî îne dîk vere da la dîkî nêwend. [1692 rosan_dar] Ver bi şan ê bi awayêkew rincan û destveng ver bi dewe kewtî rehîr. [1693 rosan_dar] Di miyanê dewe de Melay bay Broy ra xatir waşt û şi kê xu; Bro û bay xu zî ver bi kê xu hamey. [1694 rosan_dar] Wexto ko Broy nizdî min kerde zerweş bi û bi nimitikî hewayne; ê dîkê xu tewre ra vet û vere da; dîk bi ecele ver bi keye vazda. [1695 rosan_dar] Semedo ko çîke nêhame bi serey dîkê yê Bro di kişte bay xu de bi kêf bi gamanê xu yê qican şi keye. [1696 rosan_dar] A enî hevalê min ê qicî dest bi dibistane kerdbi. [1697 rosan_dar] Bi ters û heyecan şîne. [1698 rosan_dar] Riyê yê ra kifş bi ko şiyayişê dibistane ra zêde kêfweş nêbi. [1699 rosan_dar] Rocêke min meraq kerd û min tera persa: [1700 rosan_dar] Bro ti seyîn ê? [1701 rosan_dar] Bê zerra xu va: Ez baş a, spas. [1702 rosan_dar] Ti wazenê ma xu rê biney qise bikerê? [1703 rosan_dar] Nê, eyro nê. [1704 rosan_dar] Min zî we zehf aciz nêkerd. [1705 rosan_dar] Bro şi keye. [1706 rosan_dar] Labelê we bêkêf û mirûzê yê tirş bi. [1707 rosan_dar] Badê çend rocan Bro hame min hete la tenî nêbi. [1708 rosan_dar] Çend hevalê yê yê dibistane zî tedir bî. [1709 rosan_dar] Hamey xu rê bi kap û gozan kay bikerê. [1710 rosan_dar] Ew roc kêfweş bi; qîrrayne, we û hevalê xu hewayne û vazdayne... [1711 rosan_dar] Min waşt ko ez te ra persî ka we wazeno ma qisey bikerê, la min xu bi xu va »Fek tera verra, nanik o embazanê xu dir kay keno, ez go semedê çî kêfê îne biheremnî”. [1712 rosan_dar] Badê kaykerdişî embazê yê şî keye, we tenî mend. [1713 rosan_dar] Hanya min ra û hewa. [1714 rosan_dar] Zeke vaco »eger ti biwazê ma şikenê qise bikerê”. [1715 rosan_dar] Min va »de ka bê”. [1716 rosan_dar] Hame min hete nişt ro û dest bi ci kerd: »Hevalê min o erciyaye, ti zanê ko ez to ra zehf hez kena; cuwe ra zî ez to ra çîke nêlimnena. [1717 rosan_dar] Ti zanê ko min zî emsarr dest bi dibistane kerd; eno midetêke wo ez şina û yena; eke ez raşte vacî kêfê min dibistane rê nîno. [1718 rosan_dar] Xocay ma bi ziwanêke qisey keno ko ez te ra çîke famnêkena. [1719 rosan_dar] Qeyboke ziwanê yê û ziwano ko ma qise kenê zey jobînan niyo, wexto ko ez wazena çîke vacî zî ez nêeşkena. [1720 rosan_dar] Ma eynanê ko emsarr dest bi dibistane kerdo heme bi ters û matmende -zey kerr û lalan- hanênê fekê Xocay ra. [1721 rosan_dar] Min reyêke day xu ra pers kerd, ka çirê Xocay ma zey ma qise nêkeno, ya va »Xoca bi ziwanê mektebe qisey keno. [1722 rosan_dar] Bimey sebir bike ti zî go bimûsê”. [1723 rosan_dar] ”Ti zanê ew roc wexto ko ti min persay ez çirê bêkêf û acizbiyaye biya? [1724 rosan_dar] Ez vacî, ew embazê min o kelawsipî yo ko gama bîne etya bi, ma piya kaykerdêne, embazêke min o jêhati yo. [1725 rosan_dar] Çend rocî verûcû Xocî te ra çîke va, labelê yê nêzana vaco çi, cuwe ra bêveng mend. [1726 rosan_dar] Ay ser ra Xocî zehf da piro; qehr û dicayîş ver qasê nîm seetêke berma. [1727 rosan_dar] Yew embazê min ê bînî zî di ay rocî, wexto ma bi nehan û fesûlyan çiyêke Xocî textî ser ro nûştîbî viraştêne, nêzana Xocî ra vaco »mîza min yena”, nêeşka xu tepişo û di ortey sinife de binê xu de mîze kerde. [1728 rosan_dar] Gelo ti bê ti go bêkêf nêbê?” [1729 rosan_dar] Gelo ez eşkayne vacî çi? [1730 rosan_dar] Bi ziwanêkew bîn di dibistane de qisey kerdiş min rê meqûl nêameyne û zey neheqî eysayne. [1731 rosan_dar] La min zî nêzanayne çirê ana wo. [1732 rosan_dar] Coka zî min nêzanayne ka ez Broy ra vacî çi. [1733 rosan_dar] Broy min ra bawer kerdêne û xu bi xu vatêne »Hevalê min o qedîm heme çî zano;« çimkî heta enka min hergû hewe cewabê persanê yê dabi. [1734 rosan_dar] Labelê ez enka kewtebiya miyanê tenganî. [1735 rosan_dar] Min his kerdêne ko nêzanayîş cifê merdimî peysneno; lazim bi ko ez xu bi awayêke bifeletnî. [1736 rosan_dar] Min efû bikerê min zî xu li metodê kanî girot; yanî min va »Bro biney sebir bike, wexto ti bibê pîl ti go cewabê persanê xu bimûsê.« Bi hanyayişêkew xerîb hanya min ra; zeke vaco »Ti çirê min ra nêvanê, ka çirê ana wo?” [1737 rosan_dar] Di binê tîrêjanê rocî de, hilmo ko erd ra wirzeno bi boy û mizginiya wesarî dekerde wo. [1738 rosan_dar] Vewre di qerecanê koy de nêmenda, heliyawa. [1739 rosan_dar] Di serê koy, cayanê berzan û çalan de, cawo ko zimistanî va û gijoleke vewre daybî pêser hema zî sipî kena. [1740 rosan_dar] Hefteyêke ra pey go ya zî biheliya. [1741 rosan_dar] Bi varte, wesarî, dereyê ko ko ra ver bi cêr yenê bi awa sûre û lîşine benê pirrî; erdê qerecanê koy û kiştanê dereyan her serra ko şina hîna sist beno; ko bi xu zî bi emrê xu yê dergî şahidê enî awayî yo. [1742 rosan_dar] Laserê wesarî ver, gege ana beno ko pes nêeşkeno dere ra bivêro; dewicî bi zehmetî pesî viyarnenê; la hewna zî rey-reyan bizêke yan mêşinêke aw de şina. [1743 rosan_dar] Di peyniya aşma Edare û aşme Nîsane de hindî wesar bi heme weşiya xu sere hewa dano we û tebîetî bedilneno. [1744 rosan_dar] Tîrêjê rocî hergû roc hîna germ benê. [1745 rosan_dar] Aw koyo bi vewre pişte ewilî cay xu pîneyanê siyayan, fistananê gewran û qehweyiyan rê verdeno; dimacû hêdî hêdî fistanêkew zergûn dano xu ra û roc bi roc hîna zergûn beno. [1746 rosan_dar] Di qeracanê koy de pirpizêk, pîvok, nêrgiz û gelêka çîçekê bînî mizginiya wesarî îlan kenê. [1747 rosan_dar] Di destê îne de gulçanî tûtî di qeracê koy û miyanê erdan de pîvokan vecenê û aynan ra tacanê giloveran virazenê; ay tacan bi vilanê rengînan xemelnenê. [1748 rosan_dar] Vaş roc bi roc beno derg û bi vilanê rengînan xemelêno. [1749 rosan_dar] Di binê dewe de dehlî ver bi asîman berzbiyaye, xu wesarî rê kenê hadre. [1750 rosan_dar] Di miyanê dewe de darê tuyan, tuyê şamî, romî û sipey vişkoyênê. [1751 rosan_dar] Darê sayan, biyok, incas, mişmiş û xoxan bi vilanê xu yê rengînan di miyanê bexçeyan de; darê vaman û miroyan di dormarê dewe û gege miyanê rezan de, dimacû darê hinaran bi vilanê xu yê sûran kêfweşî û boyweşî peyda kenê, rengêkew ciya ko merdimî mit û mat verdeno, danê wesarî. [1752 rosan_dar] Ena rey enî vilî di wextê wesarî de menzerayêka zey cenetî xuliqnenê. [1753 rosan_dar] Ti vanê qey tebîetî di musabeqey esteran de semedê xudestviştişê xelata yewine, renganê sûr, zerd, sipî, binevşî, xemrî û pembeyan ra sentezêke nêdiyaye xuliqnawo û bi firçeyê xu yê tebiî ena menzera viraşta. [1754 rosan_dar] Mêsê engemînî hanê zimistan ra şiyarbiyaye; semedê xebatêka pîle kariyan ra vecênê; ver bi deryayê vilan perrenê û vilan ser o kay kenê, doş benê, nişenê ro, cewherê vilan gênê û ver bi kariyanê xu perrenê. [1755 rosan_dar] Di zerey kariyan de qesranê sipiyan virazenê; ay qesrê ko mîmaran ro ca teng kenê û cîf piro peysnsnê, bi sebrêkew zaf hîra sî bi sî yenê viraştiş. [1756 rosan_dar] Paley keyî di binê emrê kebanî de zerre ra xebetênê û embaranê banî bi cewherê vilan kenê pirr. [1757 rosan_dar] Dewicî di miyanê bostanan, rezan û erdan de, di kar û xebata xu de yê. [1758 rosan_dar] Hergû yew bi karêke mijûl o. [1759 rosan_dar] Tanî rezan şelênenê, dormarê mewanê engure kenenê, tanîna mêwan pêşenê, tanî zî di miyanê bostanan de cite kenê yan zî dormarê bostanan sinc kenê û birînanê bexçeyan ko zimistan ra mendê derman kenê. [1760 rosan_dar] Mirîçikî, koterî û kekûy daran ser ro, zerecî di miyanê leman û binê tehtan de, şalûlî di binê kendalan de, bilbilî di caw berz de miyanê zinaran de hêlînanê xu virazenê. [1761 rosan_dar] Şefeqê sibay ra heya şan vengê çûçikan û wendişê bilbilan ra hewa bi melodiyan debeno. [1762 rosan_dar] Ver bi şan, wexto ko di pey dewe de zinaran ser ro zerecî wanenê merdim heyran û heşmetkar beno. [1763 rosan_dar] Rez û newalî di binê vengê îne de milûl benê. [1764 rosan_dar] Ez nêzana şima qe goştariya wendişê zerecan kerdo yan nê? [1765 rosan_dar] Eger şima nêkerdo lazim o şima wesarêke rehîrê xu etya ro bifînê û goştariya îne bikerê; ay çaxan şima go fam bikerê ka di miyanê tebîetî de ciwiyayîş çi yo. [1766 rosan_dar] Di wesarêke anayîn de, şefeqêke, ma çimê xu bi qîrrayîş, hewar û bi lawayîşê kutikan akerdî; ma bî hêşyarî; la vengê kutikan û çekan têkilêyewbînan bibi; badê wextêke kilmî veng kutikan ra biriya. [1767 rosan_dar] Dewicanê ko fersend dî bi tersêkew zehf keyanê xu ra veciyay û ver bi newalan û zinaran remay; îne di pey zinaran û siyan de xu nimnayne û hanyayne dewe ra. [1768 rosan_dar] Ay ko bi çekan hamey Eskerê Siyay bî. [1769 rosan_dar] Di dewa ma de camêrdî kiştî; rehma yîne bi tûtan û ciniyan zî nêamî. [1770 rosan_dar] Çiyê nêdiyayey ardî serey ciniyan û keynanê ma. [1771 rosan_dar] Ez şerm kena behsê ay çiyan bikerî. [1772 rosan_dar] Gelêke cinî û keynay semedo ko nêkewî destê ay bêînsafan xu zinaran ra eşt û merdî. [1773 rosan_dar] Ay bêînsafan banê dewe weyşnay, pes û dewarî berdî. [1774 rosan_dar] Merdimê ko destê Eskerê Siyay ra feletiyay bi koyan kewtî. [1775 rosan_dar] Veyşan, perîşan bi hefteyan koyan ra mendî. [1776 rosan_dar] Bextê îne rê wesar hamebi, hindî dinya germ bî û tar zehf bi; bi xêrê ay tarrî (pincarrî) ra ê merg ra feletiyay; di xûrîneye newalan û zerrey şikeftan de mendî. [1777 rosan_dar] Badê ko eskerî mintîqa ra şî, yê ageyray dewa xu. [1778 rosan_dar] La dewe nêmendebî. [1779 rosan_dar] Dewicê ko weş mendîbî newe ra dewa xu awan kerde. [1780 rosan_dar] Şikir Homay rê, ma nanik ê piya yê û di erdê xu ser o yê. [1781 rosan_dar] Raştiko min nêwaştêne bi meselayêka anayîne menzarayê wesarê mintîqey ma xira bikerî. [1782 rosan_dar] La destê min ra çi yeno? [1783 rosan_dar] Ez behs nêkerî nêbeno. [1784 rosan_dar] Herçiqas meselayêka nêweş û tehl a û merdim nêwazeno biyaro xu vîr zî, la eno çî qewmiyawo; loma zî lazimo bêro vatiş. [1785 rosan_dar] Eskeranê Siyayan çirê ena dewe û gelêke dewê bînî veyşnay û sebeb çi bi, Eskerê Siyay kamê? [1786 rosan_dar] Bi raştî ena mesela zehf derga! [1787 rosan_dar] Xura zeke min verûcû zî vatbi, min cay xu ena dewe de giroto; qaso ko ez di serê erdî de eysena hende zî di binê erdî de wa. [1788 rosan_dar] Ez nêeşkena şîrî bigeyrî, heme çî bimûsî. [1789 rosan_dar] Ez tenê dormarê dewa xu û mintîqey xu ra weş haydar a. [1790 rosan_dar] Ax ax, xêrê Homay rê di hergû ca de, di her dewe û mntîqa de heyatê verûcû û enkay bihameyne vatiş û nuştiş ko pê hemderdê min bivirazyayne û barê min pê şenik bibibayne. [1791 rosan_dar] Eyro zî Dîkê Kê Hecî Silêmanê Şaşikçewtî hame û min ver ro derbas bi; şi miyanê erdê xu. [1792 rosan_dar] Şima go vacê eno çi yo, ma we bira dîk o, yan ti ana vanê? [1793 rosan_dar] Belê, verû ko ez Dîkî bidî naskerdiş, lazim o ez bi Şaşikçewtiya Hecî Silêmanî dest pa bikerî. [1794 rosan_dar] Di dewa ma de çend hecî bi namey Silêmanî bî; û dewican îne hergû yewî rê leqamêke peyda kerd bi. [1795 rosan_dar] Ena rey verê ko Hecî şaşike çewt bido serey xu ser, hergû hewe weş şaşêke girêdayne û bi usûlêkew weş nayne serey xu ser. [1796 rosan_dar] Wexta ko rocêke Çawîşê qereqole di miyanê dewe de geyrayne û di verê dikanê Ristemî de -dewicî gege ûca kom bîne- dewican ra va »ez nêzana, eno bi çend serrî ko Serekkomarê ma yê nêmerdey înqîlab kerd û cil û belgî bedelnay. [1797 rosan_dar] Ka min rê vacê şima çîrê hema zî enî şaşikan û kelan danê serey xu ser? [1798 rosan_dar] Erdîşa xu zege bizan veredanê?« Hecî waşt vaco ko di barê îne de edet o, wexta ko ê benê kalî şaşike an kela danê serey xu ser, la hema vatişê Hecî nêqedyabi Çawîşî şaşike Hecî serey ê ra ante û eşte erd... Hecî vengê xu nêkerd. [1799 rosan_dar] Şaşika xu erd ra darte we. [1800 rosan_dar] Badê ko Çawîş şi, Hecî şaşika xu na serey xu ser la ena rey rast nêkerde; şaşike serey Hecî ser o ver bi destê rastî çewt bî; cuwe ra wexta Hecî di cemaet de hazir nêbayne dewican tera vatine »şaşikçewt”. [1801 rosan_dar] Sebro û Fatê yewbînan ra bi zere û gan hez kerd. [1802 rosan_dar] Welew ko Fatê ciniya viyaye bî zî, Sebro goş nêda dewican; zey xu û bi zera xu kerd. [1803 rosan_dar] Verê ko ê bizeweciyê, dewican yarî kerdêne, vatêne: [1804 rosan_dar] Erê ti bi Homay kerê Sebro, ka vace to çi di ya viyay de diyo ko ti ana aşiq biyê, aqil di serey to de nêmendo, semedê qotêke cinî wexta ti bikewê çolan... [1805 rosan_dar] Sebro hewayne, destê xu berdêne serê serey xu, kelay xu dartêne we û vatêne: [1806 rosan_dar] Ha şima rê, ena kelay min reyêke tenê bidê serey xu ser û bi çimanê min banîrê Fate ra, şima go bivînê ka ya seyîn a. [1807 rosan_dar] Bi Homay, bi Homay ne ena dewe de ne zî cayêkew bîn de yewa zey Fate ne esta ne zî bena. [1808 rosan_dar] Hema xu qet aciz mekerê. [1809 rosan_dar] Fatê yew tenya wa, tenya... [1810 rosan_dar] Sebro xortêkew êtîm û feqîr bi. [1811 rosan_dar] Wexto Sebro des sere bi, zimistanêke hewrês kewt banê îne ser û kê îne di binê vewre de mend; heya dewican ê binê vewre ra vetî da û bay ê merdî. [1812 rosan_dar] Dewican Sebro merg ra feletna. [1813 rosan_dar] Di dewe de Sebro ewil şi golikan ver û dimacû şiwaneyî kerde. [1814 rosan_dar] Badê ko bi pîl hindî di miyanê erdanê xu de kar kardêne. [1815 rosan_dar] Erdîşsipeyanê dewe rocêke qerar da û va lazim o ma Fatê û Sebroy bizewecnê. [1816 rosan_dar] Dewican hergû yewî bi gorê taqetê xu îne rê yardim kerd; veyveyê îne viraşt û »aşiqê dewe« ay namdarî resnay yewbînan. [1817 rosan_dar] Hezkerdişê Fate û Sebroy badê zewacî zî kemî nêbi. [1818 rosan_dar] Sebroy ciniya xu ra zehf hez kerdêne û tim ya rê yardim kerdêne û nêverdayne ya karêkew giran bikero. [1819 rosan_dar] Eh, de ena rey şima vacê ma di dewe de di halêkew anayîn de merdim fekê dewican ra feletêno? [1820 rosan_dar] kê Hecî Silêmanê şaşikçewtî zî çend kergî û dîkêke îne bî. [1821 rosan_dar] Di dormarê banî de, di serê sergoy de wexto ko yê xu rê qut geyrayne, yê dîkî eger çîke bidîne hema nikulê xu dayne erd ro û bîne tix tixe yê, baskê xu erd ra kaş kerdêne; xu nepexnayne, veyndayne kergan; ew wer nêwerdêne dayne kergan. [1822 rosan_dar] Cuwe ra zî wexta yew dewic bi ciniye xu wa girêdaye û merdey ciniya xu bibayne, dewican eno name nayne pa: Dîkê Kê Hecî Silêmanê şaşikçewtî. [1823 rosan_dar] Dewican di binê verestiya min de semedê roniştişî sekû viraşta. [1824 rosan_dar] Kalê meheleya nizdî min yenê di serê sekûyan de nişenê ro û xu rê sohbet kenê. [1825 rosan_dar] Bê kalan yew yew rey Mela Ehmed û feqiyê xu hameyne di binê verestiya min de munaqeşe kerdêne an zî dersê xu di binê verestiya min de wendêne. [1826 rosan_dar] Wendişê îne bi ziwanêkew xerîb, yanê bi erebî û bi ziwanê dewa ma bi. [1827 rosan_dar] Erebî mûsayne la dersê xu bi ziwano ko ez tera hez kena şerh kerdêne. [1828 rosan_dar] Xeyrê kitabanê dînî îne kitabê bînî zî wendêne. [1829 rosan_dar] Mesela şiîrê Melay Cizîrî, Feqiyê Teyran û Ehmedê Xanî wendêne. [1830 rosan_dar] Kîtabê Ehmedê Xanî »Nûbihara Biçûkan, Eqîda Îmanê« û her rey ko hameyne qismêke »Mem û Zîne« zî wendêne. [1831 rosan_dar] Ez zî kewta miyanê meraqî, min vatêne, Homawo Ti rehîrê îne etya ra fînê, ez bizanî ka çi bi serey Mem û Zîne hame. [1832 rosan_dar] Di miyanê feqiyanê Melay de yew xortêke bi namey Dilşadî bi. [1833 rosan_dar] Xortêkew derg û çeleng bi. [1834 rosan_dar] Vengê yê zehf weş bi. [1835 rosan_dar] Wexta ko bi vengê xu yê weşî Mem û Zîne wendêne zera merdimî heliyayne. [1836 rosan_dar] Gege zera min zîz bîne, yew yew rey zî hêrs û heybetî ez girotêne. [1837 rosan_dar] Labelê roco ko Dilşadî qismê şewa zîfafa Tajdîn û Stî wende, ez bi asîman kewta; di erşê alay de geyrawa; perrawa... Min zere û gan ra waşt ko ez di cay îne de bayne. [1838 rosan_dar] Min vatêne, were bi ay aşiqan, were bi hezkerdişê îne... [1839 rosan_dar] Dilşad kewtbi newyes serriya xu. [1840 rosan_dar] Serêke bî ko yo tenê nêbi. [1841 rosan_dar] Binefşe keynay Mela Ehmedî dir zeweciyabi. [1842 rosan_dar] Wendişê xu rewra qedêna bi. [1843 rosan_dar] Eger semedê melayî bişîne dewêka bîne da û bay ê tenê mendêne; loma yê nêwaşt ko ê tenî bimanê, cuwe ra di barê îne de mend. [1844 rosan_dar] Di dewa xu de, di serê erd û rezanê xu de weş-xirab go îdarey xu bikerdêne. [1845 rosan_dar] Emsarr rezê îne baş bî; hinî mewî di binê giraniya weşanê engure de bibî çewtî. [1846 rosan_dar] Ver bi şan bi, hindî germayiya tîja rocî şikyaybî. [1847 rosan_dar] Binefşe di dewe de ay keynanê rindan ra yewe bî. [1848 rosan_dar] Ya û Dilşadî wirdînan zî yewbînan ra hez kerdbi û zeweciyay bî. [1849 rosan_dar] Enka ya û Dişad di miyanê rezê xu yê binê Zinarê Hingan de geyrayne. [1850 rosan_dar] Enî zinarî çara eno name giroto û zinarêkew seyî no? [1851 rosan_dar] Belê, zey çiyanê bînan meselay namey enî zinarî zî esta. [1852 rosan_dar] Mevacê ke ser û binê ê heme zinarêke wo. [1853 rosan_dar] Eno çî meqûl niyo, coka ez mecbûr a ez vacî ko eno zinar zinarêkew edetî niyo. [1854 rosan_dar] Teyrê ko wazenê leyrekanê xu nefes ra bipawê şinê di nîmey enî zinarî de hêlînê xu virazenê. [1855 rosan_dar] Zinarêke, zinarêkew berz. [1856 rosan_dar] Ti des bananê ena dewa ma bidê pêser qasê yê berz nêbenê. [1857 rosan_dar] Eno zinar seyin ûca bi ca biyo û ana zeke bêro çiknayîş werişto lingan ser, Homa zano. [1858 rosan_dar] Amnanêke wexta mêsanê engemînî şitil daynê, yê şitlan ra yew qefleyî şa rêbere xu dima, dewe ra veciyay, şî di nîmey yê zinarî de, di qulikêka zey kariyan de ca girot. [1859 rosan_dar] Yê rocî ra nata namey yê zinarî bi Zinarê Hingan. [1860 rosan_dar] Di kişta yewbînan de, di miyanê rêzanê mewan de geh bîne vinî, geh serey îne eysayne; şiyayîş de gege hêtê îne ginayne pêro û Dilşadî nermeya hêtê Binefşe di ganê xu de his kerdêne. [1861 rosan_dar] Yew yew rey bi hanyayîşêkew nerm û germ hanyayne yewbînan ra û reyra şîne. [1862 rosan_dar] Binefşe kesekêke herî qelebya; fek û rî ser kewte war; la semedo ko erdê miyanê rezî nerm bi ya nêdeciya û bi hewayîş va »ay”. [1863 rosan_dar] Di binê fistanê ya yê amnanî de qorikê ya bewlû bî; Dilşadî waşt ko ya werizno, la bêhemdê yê hanyayişê yê şi serê hêtanê ya. [1864 rosan_dar] Di a vîstike de wexta ko ya di binê çiman ra hanya, dî ko o hanênê hêtanê ya ra, bi niyetê xu qelebnayîşî ya bi awayêkew nerm bineyna zî hêtê xu berz kerdî; bi enî livyayîşê ya ra hêtê ya bineyna bîne eysay, fistanê ya di miyanê şeqanê hêtanê ya de hînke bi ca bibi. [1865 rosan_dar] Ya xu qelebna û destê xu ver bi yê wa derg kerd; bi antêşêkew nerm ê fikrê ya fam kerd; di binê mewanê engure de îne yewbînan gevezna... Bi gazkerdiş û lewan îne di ganê yewbînan de deqê sûrî mor kerdî. [1866 rosan_dar] Geh cêr û geh cor ra îne cilê yewbînan şelênay; di binê mewanê engure de bi pelanê mewan piştebî. [1867 rosan_dar] di cenet de zey ê di merdimanê verînan bî... [1868 rosan_dar] Di binê mewêka engura siyay de, bi zerêka pirr hezkerdiş hanyayne yewbînan ra; ê weşeyêke engura siyay ra çend hebî tera kerdî; -di miyanê lewanê ya de ronayne û îne bi lewanê sûrgulan hezkerdişê xu pare kerdêne;- çimê yê tadiyay çala gerdenê ya ser; ê çend hebê bînî weşe ra tera kerdî û di serê kortika gerdanê ya de di miyanê giştanê xu de peleznay; çilkê engure kewtêne çalike gerdenê ya; peleznayîşê çend gilliyan dima kortike bî pirr û dalpeyêke ver bi acêr kewt rehîr; di miyanê di koyan ro newale de şi, hame resa naka ya, »Yeniyê Qestelî”; ûca bêtaqetî ra sere na ro. [1869 rosan_dar] Dilşad jî bi hanyayîşê xu çilke dir şîne; o zî hame serê »Yeniyê Qestelî« vindert; serey xu ver bi yenî nizim kerd; bi ziwan û lewanê xu yê teyşanan awe yenî ya rengşerabe ziwa kerde û rehîrê peyay verûcû ver bi cor ramit; ya di binê yê de bi çimanê xu yê nîmakerdan yê karexezalan perrayne; pêlanê hezkerdişî di binê ziwanê yê de zey laserêke ya şanayne tê. [1870 rosan_dar] O resa çalike gerdenî û a awa rengmeyî peysna... [1871 rosan_dar] Wexta ko beryay cenetî di verê yê de bi weşî nîşanê xuakerdişî da, espar bê teredut dekewt zere; di cenet de, ê yewrey bi yewbînan ro sûr bî; gan û rih bî yew; yewbînan ra dûrî kewtî; reyna bî yew; reyna... Xu di serê deryay de di gemiyêka hanî de dîne; wexta ko gemî pêlanê deryay ver bêçareyî û bêmecalî ra, ver bi qerax şî û lenger eşt binê deryay, hindî rêwî mest bîbî. [1872 rosan_dar] Midetêke di binê mewa engure de, ê hanyay tîrêjanê rocî ra, ko miyanê pelan ra herekiyayne û rengêkew sûr dayne erd û mewanê rezî. [1873 rosan_dar] Roc ver bi awan şîne; dûrî ra zey lengeriyêka adirî eysayne. [1874 rosan_dar] Awankerdox rindî û hezkerdişê îne ver bi kêfweşî di asîmanê hewtine de hewayne... [1875 rosan_dar] Payîz wextê çînayişê engure û serê rezan bi. [1876 rosan_dar] Enî des rocî bî ko Dilşad û Binevşe rezan de meşxul bî. [1877 rosan_dar] A serre engure zaf bî; îne di lênî şîre kerd bastêx, yew kerd dims û yew zî aqît; lênêke zî kerd kesme û lepikî. [1878 rosan_dar] Dirikan ra beranî, şivê vamêran, çend fikiyê beyan û miroyan day esîde ro û verê tîce de nay ro ko bibê wişkî. [1879 rosan_dar] Nîmlênêke semedê meşlûlanê sûran viraşte; meşlûlê gozan dayne esîde ro û îne ko midetêke xu girotêne reyna dayne esîde ro; enawa hîri çar rey tekrar kerdêne, heya ko meşlûlan xu weş girotêne û bîne goştin. [1880 rosan_dar] Nîmlênêke şîre zî semedê meşlûlanê sipeyan ard keye. [1881 rosan_dar] Semedê çalmî darê çalmî viraştêne; dare belelûke ra çend şivî tera kerdêne û taştêne; dergiye şivan henda metreyêke bî; serê şivan zî tera kerdêne labelê çiqlê serê şivan pa verdayne û çend şivî dayne pêser û girê dayne. [1882 rosan_dar] Helîre xu viraştêne û semedo ko rengê helîre ver bi sipeyî bibo hînke do verdayne miyanê helîre; dimacû ko helîre peyşa verdanê teştêke, bi ay şivanê belelûkan daynê piro heta ko ya reng bedelnena bena sipey û kef dana. [1883 rosan_dar] Badêcû zey meşlûlanê sûran meşlûlanê xu çend rey danê esîde ro û danê verê tice. [1884 rosan_dar] Di dewa ma de dewicî karê xu ra pey bi awayêkew rincan badê nimacê eşay konê ra. [1885 rosan_dar] Ena rey zî îne ana kerd. [1886 rosan_dar] Kundêke hame û di dare tuye şamî ra nişt. [1887 rosan_dar] Bi çimanê xu yê biloqan hanyayne tariyê şewe ra. [1888 rosan_dar] Eno şefeq zey şefeqanê bînan bi roşin nêame; xu dir esker û cendirmeyê cil zergûnî ardî. [1889 rosan_dar] çend seetî verê şefeqî hamey û di dorê dewe de cay xu girot. [1890 rosan_dar] Serê şefeqî eskeran venda muxtarê dewe û muxtarî ra va »devican ra vace wa pêro di verê qereqole de kom bibê. [1891 rosan_dar] Emrê qumandari yo...” [1892 rosan_dar] Qereqole di hetê rochelatî de di banêkew yewqat de bî, o zî qeracê koy ra bî, di kişta qereqole de, di destê rastî de kaşêkew veng bi telê û siyanê bereqnayan bi. [1893 rosan_dar] Semedo ko kaş nizdî qereqole bi, dewicî zêde ver bi uca nêşîne. [1894 rosan_dar] Sebro û Fatê şanê Homay ra di verê mengeney titûnî de ronişte demetê titûnî hazir kerdêne. [1895 rosan_dar] Serê sibay go Sebro bişîne şaristan. [1896 rosan_dar] Fatê ra va »hema piyasey titûnî nêbiyo a, eger ez enka titûn berî û biroşî go pereyêkew baş bikewo destê min.« Titûn pel bi pel kerdêne pak, damarî tera antêne û kerdêne demet. [1897 rosan_dar] Îne davîst cema titûn kerd pak. [1898 rosan_dar] Sebroy her raye çar cemey titûn dekerdêne kozikê mengenî. [1899 rosan_dar] Raşt a karê titûn û mengenekerdişê cê mesalayêka derg a. [1900 rosan_dar] De ka titûnê qutiye dikandarê Çarşiyê Veyşnayî wa şima rê mesalay xu vaco: [1901 rosan_dar] ”Toximê min wesarî di serê erdêkew zibilin de yeno eştiş. [1902 rosan_dar] Badê ko ez ze şitil bena pîl, min bi kok ra ancenê û benê di miyanê bostanan û erdan de nanê ro. [1903 rosan_dar] Badê çend efar û awdayîşan lemê min benê pîlî. [1904 rosan_dar] Di hetê binî ra wexta ko deqê zerdî ginenê pelanê min ro hînî wext o ko min tera bikerê û semedê araqnayîşî berê di keye de bikerê binê çarşefan ko ez weş reng bedelnî, bibî zerd. [1905 rosan_dar] Dimacû min bi layan an şerîtan ra kenê û semedê vişkkerdişî danê vera tîcî. [1906 rosan_dar] Wexta ko ez bena vişk min di cayêkew hutin de nanê ro; heya payîzî ez weş bena nerm û a çaxî bi gorê renganê min ê bedelnayeyan min yewbînan ra ciya ciya demet kenê. [1907 rosan_dar] Enka zî ez semedê mengenekerdişî di verê karde Sebroy de wa. [1908 rosan_dar] Yo ko min mengene keno eger yewo jêhatî bo ez zey porê keynanê kejan bena zerd û derg. [1909 rosan_dar] Min zehf rayan şinawito ko tanî merdiman vato, »merdim wazeno ko enî titûnî boro.« Eger ez rehîrê şaristanî ra destê cendiman ra û di şaristan de zî destê qolçiyan ra xilas bibî, ez di Çarşiya Veyşnayî de yena rotiş... Ena ray dikandaro erînayox, ti vanê qey ê bi xu ez xuliqnawa; bi qutiye xu min taneka xu ra veceno û dano embazanê xu...” [1910 rosan_dar] Dewicî ne bi vengê melay ne zî bi vengê dîkan şiyar bî di ay şefeqî de; bekçiyê dewe banan ser o geyrayne û fermane qumandarî bi vengê xu yê hewninî dewican rê eşkera kerdêne. [1911 rosan_dar] Dewicê ko serê sibay rew şîne erdanê xu ser, karê xu ser û ay ko hayiya îne ferman ra çinîbî; an zî waştêne xu di teberê dewe de bilimnê, bi destê eskeranê ko dormarê dewe girotbi hameyne tepiştiş û komkerdiş; peynî de heme xort û camêrdê dewe, bi weşî an zor verê qereqole de kom bî. [1912 rosan_dar] Sebro cendirman reyre û di serê polê yê de mengene û çuwalêke titûn ver bi qereqole hameyne. [1913 rosan_dar] Cendirman we raşteraşt berd barê qumandarê xu. [1914 rosan_dar] Qumandarî bi şiva destê xu mengene mocna û va »eno çi yo?« Sebroy va »eno mengeney titûn werdîkerdişî yo.« Di verê qereqole de, di verê çimanê heminan de qumandarî biney titûn bi Sebroy da werdîkerdiş. [1915 rosan_dar] Dimacû qumandarî dî ko raşt o, îşaretê yê ser ra cendirman bi nuskidayîş û paskilan Sebro zî berd miyanê dewicanê bînan. [1916 rosan_dar] Qumandar hame û dewican ver de vindert û gefî vendî va »şima ra yewî emşo tifîng banê Çawîşî ra nawo. [1917 rosan_dar] Ka vacê şima kamî ana kerdo? [1918 rosan_dar] Eger şima nêvacê ez go ana bikerî ko şima poşman bibê ko şima day xu ra biyê.« Wit dewican ra nêveciya. [1919 rosan_dar] Heme zey telebanê mektebe rêz bîbî. [1920 rosan_dar] Qumandar, di dest de şivêka barî, dewican ver ro şîne hameyne. [1921 rosan_dar] Bêvengiya dewican ew yewrey hêrs kerdêne û ê bi şiva xu dayne binê çeney dewican ro, persê xu tekrar kerdêne. [1922 rosan_dar] Dewicî bêveng bî... Qumandarî emir da eskeranê xu, va: »Xu rê çiwanê başan peyda bikerê û enî heran ra kewtan biney talîm bikerê.« Eskeran hewşanê nizdî qereqole ra çiway zixmî ardî û bi emrê »marş”î verê dewican şa ay kaşê kişta qereqole. [1923 rosan_dar] Dewicî vazdayne û eskeran zî pey ra, nêvatêne sere wo, paştî ya û mil o, dayne îne ro. [1924 rosan_dar] Dilşad û çend merdimanê bînan ê ko waşt qise bikerê an zî qarşî zilmî bêrê, hemine zêdetir kutiş û derbî werdî. [1925 rosan_dar] Eskeran her rey rêzêke dewicî dayne verniye xu û ê »talîm« kerdêne. [1926 rosan_dar] Wexta ko tanî eskerî bîne rincan tanî bînan cay îne girotêne. [1927 rosan_dar] Serê sibay ra heya wextê nimacê teştarî dewicê ko di verê Qereqole de kutiş nêwerd nêmend... Wexta ko eskerî dewe ra şî bêvengiyêka bi dec û nefret xu dewe ro pişt... [1928 rosan_dar] Dilşad zî di miyan de, zehf tenî bi rocan, tanî zî bi hefteyan di miyanê nivînan de mendî... [1929 rosan_dar] Ez hema zî etya wa; di dewa xu de di serê erdê xu de wa; min bi kokê xu di binê dewe de ristim dawo; ez di serê erdî de bi hêz û heybet a. [1930 rosan_dar] Bi kankilanê xu weşiya zera tûtan a. [1931 rosan_dar] Bi heme dec, jan, weşî û nêweşiyanê xu ez etya wa. [1932 rosan_dar] Bi emr a, kal biya. [1933 rosan_dar] Dostanê min yê dewicanê ena dewe ra zehf şî rehmet. [1934 rosan_dar] Torinê îne, torinê torinanê îne hamey û şî; zilm bi îne bi; veyşan mendî, pêlê zilmî îne ro wiştî we; adir û tofanan xu li bananê îne pişt. [1935 rosan_dar] Bi koyan kewtî, di şikeftan de, di dol û newalan de mendî... [1936 rosan_dar] Destê yewbînan girot û hamey; reyna kişta min de roniştî; bi kul û keder axî antî... Nêzana reye çendine banê xu newe ra viraştî; bi destanê xu yê terkayeyan sî nay sîyan ser, heyatêkew newe na ro; toximê heyatêkew newe ramit... [1] Êdî fotograf ê bipeyivin... [2 uzun_bira] »Nav: Bîra Qederê Gengre (çeşn): Roman Tarîxa destpêka nivisînê: 15 Tîrmeh 1951 [3 uzun_bira] Destpêk: Herkes dimire; bira û birazî, yar û evîndar, heval û dost, hogir û rêger, nêz û nas.. hemû wefat dikin. [4 uzun_bira] Dora min jî hat, niha jî dora min e. [5 uzun_bira] Di rûpela yekemîn a deftereke biçûk de, bi destnivîseke gelek xweşik û xwar, weha hatiye nivisîn. [6 uzun_bira] Di vê şeva kesertijî de, nivîs bi ronahiya çirayeke biçûk, bi zehmetî dixuyin. [7 uzun_bira] Rêz, berî niha bi hefteyekê, hatine nivisîn û rêzên herî dawîn in ko li pey Celadet Alî Bedirxan, neviyê mîrê dawîn ê mîrekiya kurdî Cizîra Botanê, Mîr Bedirxan, lawê kurdperwerê navdar Emîn Alî Bedirxan, mane. [8 uzun_bira] Şev e. [9 uzun_bira] Îşev 22-ê tîrmehê ya 1951-an e. [10 uzun_bira] Şev, şeva ko dora romana Bîra Qederê rapêçaye, bi giranî daketiye. [11 uzun_bira] Dinya germ e. [12 uzun_bira] Şam, bajarê sirgûnê, warê derd û keseran, goristana malbata Bedirxanan, şahîdê mirina Celadet Alî Bedirxan, westiyayî, dikeve xewê. [13 uzun_bira] Şeva giran û westiyayî rûniştevanên bajarê kevn û navdar Şamê dixe nav hêlekana xewê û dilorîne. [14 uzun_bira] Xalîçeya ji stêrikan pêkhatî, li jor, li esmanan, bi rengên xwe yên xas ên welatê rohelatê, li xewa şeva Şamê nobedarî dike. [15 uzun_bira] Lê li Şama miqedes û şerîf a misilmanan, jineke navsal ranezaye; Rûşen Bedirxan, keça Salih Bedirxan, jina Celadet Bedirxan, diya sê zarokan, Huseyma, Sînemxan û Cemşîd. [16 uzun_bira] Xew jê dûr e. [17 uzun_bira] Ev bûye hefteyekê ko xew neketiye çavên wê. [18 uzun_bira] Belê, bi temamî hefteyekê... Ew dixwaze, pir dixwaze ko razê, her tiştî ji bîr bike, deng, pejn, hîs jê bi dûr bikevin û bikeve nav xewa bêdawîn û here da ko xwe bi hevalê xwe yê jiyanê Celadet Beg bigihîne. [19 uzun_bira] Lê nabe, xewa ko hertim li kêlekê bû, hertim dihat û çavên wê digirtin, niha winda bûye. [20 uzun_bira] Reh û damarên wê vekişiyayî, xwîna wê miçiqî, devê wê kilîtbûyî, bêhereket û bêlebat, ji hefteyekê û vir ve, ew hişyar e. [21 uzun_bira] Ji heş, bîr û mêjî pê ve, her derê wê miriye, winda bûye. [22 uzun_bira] Bi tenê mêjî, heş û bîr jîndar in, ji her carî bêtir û xurtir jîndar in. [23 uzun_bira] Roj û bûyerên bihurî, gotin û xeberdanên do, tahm û bîhnên jibîrbûyî, niha, yek bi yek, tên û li dora Rûşen Xanimê digerin. [24 uzun_bira] Umrekî dirêj, jiyaneke rengîn, niha, digel her kitekitê, bi ser wê de tê. [25 uzun_bira] Her tişt, her alî, her gotin, her gav, her rêz û rûpela jiyana Celadet Beg, niha, bi awayekî ecêb, tên bîra Rûşen Xanimê. [26 uzun_bira] Niha, di vê şeva germ û kambax de Rûşen Xanim jî dixwaze bikeve pey Celadet Beg, pê re bikeve nav xewa ebedî, here ba wî. [27 uzun_bira] Lê çawan? [28 uzun_bira] Celadet Beg niha tune ye, winda ye. [29 uzun_bira] Meriv çawan hînî windabûn û windakirinê dibe? [30 uzun_bira] Kursiya wî ya ko ew hertim li ser rûdinişt, niha, vala ye. [31 uzun_bira] Ken û dengê wî yê navdar di nav dîwaran de, li derekî, veşartîne. [32 uzun_bira] Peyv û gotinên wî yên kîbar nayên bihîstin. [33 uzun_bira] Masa wî ya xebat û nivisînê, bêzar û ziman, li hêviya wî ye. [34 uzun_bira] Pênûs, defter û kitabên wî, peregende, li ser mase û refan, li hêviyê ne. [35 uzun_bira] Pakêtên wî yên cixarê, plakên wî yên musîka klasîk li hêviyê ne. [36 uzun_bira] Kinc, cil û bergên wî li hêviyê ne. [37 uzun_bira] Zarokên wî li benda bavê xwe ne. [38 uzun_bira] Ehmedê Fermanê Kîkî, dengbêjê wî, nexweş, di nav nivînan de, li hêviyê ye. [39 uzun_bira] Kewên wî yên yekta, çavgirtî, li benda fîtika wî ne... Lê ew nayê, ew tune ye. [40 uzun_bira] Ne li vê odê, ne li oda razanê, ne li hewşê, ne li kêleka bîrê, ne li çapxanê, ne li klûba tucaran a bajêr, ne li qahwexana taxa Muhacirîn û ne jî li tu derekî din... [41 uzun_bira] Niha, bi tenê hîsa windabûnê ya biquwet û xurt heye. [42 uzun_bira] Meriv çawan fêrî vê hîsê dibe? [43 uzun_bira] Mirinê hat, Celadet Beg û bedena wî bir û li pey xwe jî ev hîsa kambax xiste nav malê. [44 uzun_bira] Vê hîsê niha mal vegirtiye. [45 uzun_bira] Malê reşa xwe girêdaye. [46 uzun_bira] Ji roja mirinê û vir ve ye, mal, Rûşen Xanim, zarok, nas û xizm, meriv û dost li şînê rûniştine. [47 uzun_bira] Roj bi girî dest pê dikin û diqedin. [48 uzun_bira] Bi sedan, bi hezaran kes tên. [49 uzun_bira] Rûşen Xanim, herçî ew e, bûye dîla hîsên bêdeng. [50 uzun_bira] Ew li oda rûniştinê ya mezin, navenda jiyana wan a ko ew hîn bûbûn, li erd, dîwar, têkber, xalîçe û kursiyan dinihêre û bêdeng difikire. [51 uzun_bira] Zarok razane, heye ko ew ranezane, lê ji jûrên wan deng nayê. [52 uzun_bira] Mêvanên ko ji bo şîn û tahziyê hatine, hin di odên mêvanan û hin jî di malên nas û dostan de razane. [53 uzun_bira] Rûşen Xanim ne li ser kursiyê, lê li erdê, herwekî ko Celadet Beg pirî caran dikir, rûniştiye. [54 uzun_bira] Na, ew rûneniştiye, li ser kêlekê dirêj bûye: Li kêlekê du xwelîdank tijî xwelî û cixare hene. [55 uzun_bira] Li berê çaydankeke biçûk, qedeheke nîvtijî û şekirdankek hene. [56 uzun_bira] Li kêleka wan, nameya ko Celadet Beg, berî mirinê nivisîbû, heye, »Yavrum Rûşen...« Hema li ber, deftera ko Celadet Beg ji bo nivisîna romanê hilbijartibû, vekirî, li pêşiyê ye. [57 uzun_bira] Li doraliyê jî tiştên ko li pey Celadet Begê mane, peregende, li vê derê, wê derê, belavbûyî hene; kaxiz, defter, kitab, kovar, rojname, name, pênûs û resim... Bi taybetî jî resim, şahîdên umrekî balkêş û zimanê romana Bîra Qederê. [58 uzun_bira] Her yek li derekî, di wexteke bihurî de, hatiye kişandin. [59 uzun_bira] Niha, di vê bêdengiya şîn û keseran de, bi rengên şevê rapêçayî, resim, bi zimanê xwe yê taybetî, dipeyivin. [60 uzun_bira] Gelo ev jiyana Celadet Begê, jiyana ko mîna romaneke pir balkêş e, dê, êdî, bi windabûna Celadet Beg re, winda be? [61 uzun_bira] Jiyana wî, xebat, berhem û eserên wî dê ji bîr bibin? [62 uzun_bira] Ev kovarên wî Hawar, Ronahî ko wî bi hezar zehmetî û dijwariyan derdixistin ê di nav refan de birizin? [63 uzun_bira] Wexta malkambax ê her tiştî bide jibîrkirin? [64 uzun_bira] Şopên wî dê, mîna berfa ber tavê yan jî nivîsarên li ser qûmê, hêdî hêdî bihelin û winda bibin?.. Yek Xwedê û yek jî Rûşen Xanimê dizanî ka wî çiqas eziyet dikişand da ko bikaribe berhem û eserên xwe biafirîne. [65 uzun_bira] Ew xebat, neçarî, êş, feqîrî û eziyet... Ma ew ê niha winda bibin? [66 uzun_bira] Dîsan girî dikeve çavên werimî yên Rûşen Xanimê û hêstir hêdîka resimekî ko li berê ye û li Stembolê, atêlya fotografî ya«Abdullah Freres«, hatiye kişandin, şil dikin. [67 uzun_bira] Ew cixareyeke nû, bi cixara ko di destê wê de xelas dibe, vêdixe, li dora xwe dinihêre û difikire. [68 uzun_bira] Fikir, hîs, pejn û guman li dora roniya çirê difirin. [69 uzun_bira] Gotin û peyv qediyane, winda bûne. [70 uzun_bira] Mixabin, hezar mixabin ko ev weşan û resimên ko li berê ne, napeyivin. [71 uzun_bira] Çima ew rêzên xweşlihevhatî yên Celadet Beg ji nav rûpelan dernakevin û dest bi peyivînê nakin? [72 uzun_bira] Ev şiîr, ev çîrok, ev serpêhatî, ev nivîsar... çima ev jî mîna Rûşen Xanimê bi tenê bêdeng in? [73 uzun_bira] Ya ev resim û wêne? [74 uzun_bira] Nemaze ev resimên ko şahidê jiyaneke dirêj û qedereke balkêş in? [75 uzun_bira] Ma ev fotoyên ko niha li berê ne û li pey jiyaneke dijwar û rengîn, kesertijî û bedew mane, dê weha bêdeng û stûxwar bimînin û birizên? [76 uzun_bira] Ev ê, bêzar û bêziman, biqulibin ser rengê zer û mîna pelên zer ên payizê biweşin? [77 uzun_bira] Ma ev ê bi tenê bibin xewneke wexta bihurî? [78 uzun_bira] Ma ev ê nepeyivin û xwe li hember herikîna wextê ranegirin?.. [79 uzun_bira] Rûşen Xanim li resimekî kêlekê dinihêre. [80 uzun_bira] Ew xwe dide hev, li erdê rûdine, resim digire destê xwe û bi hizr û dîqet lê dinihêre; Celadet Beg, sal divê 1926 be. [81 uzun_bira] Enî vekirî ye, çav mîna çavên teyrê elo bi xwe bawer û vekirî ne. [82 uzun_bira] Porê wî yê ber bi paşiyê şehkirî û reş, dibiriqe. [83 uzun_bira] Poz, pozê nas ê Bedirxanan e; mezin, dirêj û xweş. [84 uzun_bira] Kincekî nû û reş, bi gotina fransizan kostumek ko diyar e, ji destê terziyên yekta derketiye, lê ye. [85 uzun_bira] Qirawateke xweş a hewreşîmî û bi nixtik, mîna her gavî, kincan û gomlega spî xweş li hev tîne. [86 uzun_bira] Yêlegê wî ko perçeyekî ji kincan e, bi şeş qumçikan e û qumçik hemû, heta sîngê, girtî ne. [87 uzun_bira] Celadet Beg hinekî xwar sekiniye û herdu destên wî di bêrîkên pantolonê de ne. [88 uzun_bira] Rû hinekî gulover e. [89 uzun_bira] Simbêl û rîh nîn in. [90 uzun_bira] Heye ko loma hinarikên rû mezintir û gilovertir dixuyin. [91 uzun_bira] Enî û pêşcênik gelekî vekirî ne. [92 uzun_bira] Biriyên çavan, ji hevûdu baş veqetî, dirêj û reş in. [93 uzun_bira] Bijang di bin reşahiya biriyan de winda bûne. [94 uzun_bira] Lê bîbik mîna du lûlûyên reş in û dibiriqînin. [95 uzun_bira] Niha? [96 uzun_bira] Ew ê niha bi tenê di nav van resiman de bimîne? [97 uzun_bira] Gelo qedera wî, ev bû? [98 uzun_bira] Rûşen Xanim radibe ser piyan, fotografên ko li dora wê peregende belav bûyî ne, yek bi yek, dide hev û dîsan tê li erdê, li cîhê xwe rûdine. [99 uzun_bira] Ji çilî zêdetir resim. [100 uzun_bira] Ji çilî zêdetir kurte-demên bihurî û qeyitkirî. [101 uzun_bira] Li vir û li wir. [102 uzun_bira] Hin ji wan bi hunermendiya fotografkêşên hoste hatine kişandin. [103 uzun_bira] Di hinan de jî ne huner û ne jî hostahî heye, ew bi tenê ji bo îspatkirina jiyan, wext û demên bihurî hatine veşartin. [104 uzun_bira] Hemû jî bi rengên reş û spî ne. [105 uzun_bira] Bêguman çeşnên reş û spî jî tê de ne; hin vekirî ne, hin jî girtî. [106 uzun_bira] Hinên wan portre ne, nîşana jiyana Celadet Begê ne. [107 uzun_bira] Di hinan de jî gelek kes bi hev re ne, îspata yekbûn, hevgirtin, hevkarî, dostî, merivahî û biratiyê ne. [108 uzun_bira] Hin jî bi tenê bergeh in, cîh û warên ko jiyanek tê re bihuriye. [109 uzun_bira] Rûşen Xanim li rû û bedenên kesên fotografan dinihêre. [110 uzun_bira] Ew hinan ji wan dinase, lê hinan jî nas nake. [111 uzun_bira] Hin bi simbêl û rî ne. [112 uzun_bira] Rûyê hinan bi ken e, yê hinan jî sert, hin jî westiyayî, matmayî û şaşbûyî li objektifa makîna resiman dinihêrin. [113 uzun_bira] Rûyê hinan mîna heyvekê spehî ye, yê hinan jî çelmisî û qermiçî ye. [114 uzun_bira] Hinan çavê xwe girtine, mîna ko ew di xewê de bin. [115 uzun_bira] Hin jî li derekî din, li dûrahiyê dinihêrin. [116 uzun_bira] Hin rûtirş in, hin jî rûnerm. [117 uzun_bira] Rûyên ji hev cihê; li pey her yekî qedereke cihê û balkêş.Ya çav? [118 uzun_bira] Çavên reş, çavên belek, çavên kentijî, çavên kesertijî, çavên kal, çavên pepûk. [119 uzun_bira] Çavên jîndar û kûr... Çavên kurdan, eynî mîna qedera wan. [120 uzun_bira] Her tişt niha di nav van resiman de veşartiye. [121 uzun_bira] Wext, dem, dewran, jiyan, serpêhatî, bûyer, pêwendî, evîn, şer, têkoşîn, êş, keser, hesret, hîs, pejn... her tiştî niha xwe veguhezandiye nav van fotografan, xwe kiriye beşekî biçûk ê fotografan da ko Rûşen Xanim her tiştî bibîne û bi bîr bîne. [122 uzun_bira] Bêguman, eger Celadet Beg weha ji nişka ve neçûya û bikaribûya romana xwe Bîra Qederê binivisiya, wî dê li van resimên ko nîşana dewreke dirêj û jiyaneke bedbext in, binihêrta. [123 uzun_bira] Lê mîna her daxwaz û xwesteka wî, daxwaza nivisîna romanê jî qurmiçî û nîvçe ma... [124 uzun_bira] – Kî dê niha pêşî li van resiman binihêre û paşê wan bîne ziman? [125 uzun_bira] Kengê ev fotograf ê dest bi peyivînê bikin?.. [126 uzun_bira] Rûşen Xanim li resiman û deftera romana Bîra Qederê ko Celadet Begê dest pê kiribû û bi tenê çend rêz nivisîbûn, dinihêre û weha difikire. [127 uzun_bira] FOTOGRAF 1: Ceco; zarokê welatê xerîbiyê, neviyê Mîr Bedirxan [128 uzun_bira] Herwekî ko hatiye gotin, meriv pêşî dibîne û dinihêre, paşê jî dipeyive û dibêje. [129 uzun_bira] Romana ko Celadet Begê dixwest binivîse, dikare bi vê wêneyê dest pê bike, ev wêne dikare bibe fotografa yekemîn a romana Bîra Qederê; Salut de Constantinople, Vue de Moda a Cadi-Keuy. [130 uzun_bira] Silav ji Constantinoplê, bergehek û dêmenek ji Modayê, li Kadiköyê. [131 uzun_bira] Pêşî bergeh û nêrîn, paşê gotin û qise... Sal, 1893 ye. [132 uzun_bira] Demsal, bihar, ji mehan Gulan, ji rojan rojeke germ, vekirî û xweş e. [133 uzun_bira] Bihar û gulan hatine; der û ber hêşîn, dinya germ, esman gewher e. [134 uzun_bira] Stembol û Kadiköy di nav govenda rengan de ne. [135 uzun_bira] Reng bi ser ketine, dinya ji nû ve vedije. [136 uzun_bira] Jiyaneke nû dest pê dike. [137 uzun_bira] Di bergehê de tiştê herî ber bi çav, zerya (derya) ye. [138 uzun_bira] Zerya di nav rengekî kesk û şîn de hemû wêne rapêçaye. [139 uzun_bira] Tonên rengê şîn lê ne. [140 uzun_bira] Li aliyê dûr spiyekî qerqaş desthilat e. [141 uzun_bira] Li der û dorên qeraxên zeryayê tarîtiyeke qer li ser avê dixuye. [142 uzun_bira] Di navbera herduyan de jî hin celebên din ên rengê şîn hene. [143 uzun_bira] Esman çîkvekirî ye. [144 uzun_bira] Li cîhê ko zerya û esman bi hev re dibin yek, komên ewran çîlspî ne. [145 uzun_bira] Lê li jorê, cîhê ko êdî ewr diqedin, esman bi rengê şîn xemiliye. [146 uzun_bira] Rengê spî xwe qulipandiye ser rengê şîn. [147 uzun_bira] Ewr di nav hev de ne, lê nerm û sade dixuyin. [148 uzun_bira] Ne sawa berf û baranê, ne jî tirsa ba û bahozê lê ne. [149 uzun_bira] Ew di nav spehîtiyeke zarîf de ne, mîna ko ew mizgîniya jiyana nû bi dinyayê digihînin. [150 uzun_bira] Li dûr, li cîhê ko zerya û esman digihên hev, berpala girekî ko dirêjî avê bûye, xwe bi zeryayê digihîne. [151 uzun_bira] Qirax û ax li wir dest pê dike. [152 uzun_bira] Gir bilind û asê ye. [153 uzun_bira] Ew bi carekê noqî avê bûye, rûyê wî kevir e û mîna piyekî dirêj ê axê dixuye. [154 uzun_bira] Li ser gir dar hene. [155 uzun_bira] Ji bergehê fahm nabe ka ew çi texlît dar in, lê stûr û dirêj in. [156 uzun_bira] Li cîhê ko dar dest pê dikin, rengê kesk zora rengên spî û şîn dibe. [157 uzun_bira] Keskahiyeke bedew li rengên wêneyê zêde dibe. [158 uzun_bira] Keskahî hemû milê jor ê bergehê dadigire. [159 uzun_bira] Daristaneke xweş û bedew li wir hevaltî li zerya û esmanan dike. [160 uzun_bira] Jiyana merivan jî li wir dest pê dike. [161 uzun_bira] Ji ber ko li ser gir, di nav daristanê de xanî xuya dikin. [162 uzun_bira] Di ser daran re, banên qesreke pir mezin dixuyê. [163 uzun_bira] Qesr spî ye û welê dixuye ko ew ji çend beşan tê pê. [164 uzun_bira] Hema di binî banên xaniyan de pencereyên dirêj û mezin dixuyin. [165 uzun_bira] Meriv ji penceran dikare hemû rengên roja xweş a gulana 1893-an bibîne. [166 uzun_bira] Digel ko qesr di wêneyê de jî pir li dûr e, dîsan jî meriv ji avasaziya wê derdixe ko qesr di dema osmaniyan de lêbûye. [167 uzun_bira] Mîmariya wê ne ya bîzansan e. [168 uzun_bira] Xwediyê qesrê jî binemala osmaniyan, sultan û şahzadeyên wan in. [169 uzun_bira] Qesr li ser pozê gir ava bûye û eynî mîna malbata osmaniyan, nêrevanî li erd û esmanan, dewr û dewranan dike. [170 uzun_bira] Ji qesrê hinekî dûr, lê li ser eynî rêzê, çar qonax, bi gotina osmaniyan çar koşk hene. [171 uzun_bira] Ew bi qasî qesrê baş naxuyin, bi tenê banên wan û hin aliyên wan dixuyin. [172 uzun_bira] Ew ji qesrê pir biçûktir in, lê tevî vê, qonaxên spehî ne. [173 uzun_bira] Banên wan sor dike; bi lehîtên sor lêbûne. [174 uzun_bira] Qonax li kêleka hev in û di nav daran re meriv dikare pencera yekê ji wan bibîne. [175 uzun_bira] Ew qonaxa ko pencera wê dixuye, li kêlekê ye, ji qesrê dûr e. [176 uzun_bira] Ew ji qonaxên din jî hinekî dûr e... Ew qonax, hebûna wê, reng û avahiyên wê, ode û meclîsên wê, bîr û bexçê wê, ji bo romana Bîra Qederê pir girîng û pir pêwist e. [177 uzun_bira] Ji ber ko tovên romanê li wê qonaxê tên avêtin: Qonax, yek ji malên malbata Mîrê kurd ê Cizîra Botan Bedirxan Beg e. [178 uzun_bira] Lawê wî Bedrî, paşa û sereskerê osmaniyan, tevî mala xwe tê de dijî. [179 uzun_bira] Li kêleka qonaxa Bedrî Paşayê Bedirxanî, gir bi şikêrekê xelas dibe. [180 uzun_bira] Tê re gewriyek derbas dibe û xwe diginîne zeryayê. [181 uzun_bira] Piştî gewriyê jî girekî nû ko hinekî berztir e, dest pê dike. [182 uzun_bira] Lê di navbera herdu giran de, li cîhê ko gewrî xwe digihîne zerya, lengergeheke dirêj heye. [183 uzun_bira] Welê dixuye ko lengergeh bi qasî 100 – 120 mîtroyî dirêj e. [184 uzun_bira] Li herdu aliyên lengergehê çend kelek, qayik, kod û keştiyên biçûk ên bayê hene. [185 uzun_bira] Ji wan hinekî dûr jî keştiyeke mezintir lenger avêtiye û rawestaye. [186 uzun_bira] Û hema li qiraxê lengergehê, du qonaxên biçûk ên bansor ko pir bi qonaxên din dişibin, dixuyin. [187 uzun_bira] Wan berê xwe dane zerya û pişta xwe dane gir. [188 uzun_bira] Girê nû û berztir jî bi daran tijî ye û li cîhê ko wêne xelas dibe, nîvê qesreke mezin xuyaye. [189 uzun_bira] Avasaziya vê qesrê jî mîna ya din e. [190 uzun_bira] Li ser vê wêneyê tiştê herî balkêş, hebûna merivekî ye. [191 uzun_bira] Di wênê de, li aliyê pêş, giraveke pir biçûk heye. [192 uzun_bira] Girav hema bi qasî bihustekê ji qirax û gir veqetiyaye. [193 uzun_bira] Lê meriv dikare bi hêsanî xwe bigihîne giravê. [194 uzun_bira] Û hemû girav ji çend lat û kevirên mezin û bilind hatiye pê. [195 uzun_bira] Ew ne cîhê jiyîn û rûniştinê ye. [196 uzun_bira] Lê ji wir mîna teyrê baz, meriv dikare hemû alî bibîne. [197 uzun_bira] Di wênê de, merivekî li ser kevirê herî bilind ê giravê rûniştiye û li kamerayê dinihêre. [198 uzun_bira] Ew kî ye, çi kes e, çi dike? [199 uzun_bira] Meriv vê yekê ji resim nikare derxe. [200 uzun_bira] Digel ko ew di wênê de, pir li pêş e, dîsan jî rûyê wî baş naxuye. [201 uzun_bira] Ew mêr e, porê wî reş, gomlegê wî spî û kincên wî reş in. [202 uzun_bira] Wî hinekî stûyê xwe xwar kiriye û li aliyê objektiva makînê mêze dike. [203 uzun_bira] Pêşî ew li fotografkêş dinihêre û paşê jî, bi îhtimaleke mezin, weha dibêje: »Ez jî heme, ez li vir im, perçeyekî vê wêne û bergehê me...« Hebûna vî merivî wênê yekcar diguherîne; ruh û can dikeve wênê, hest û pejna jîn û jîndariyê direşe ser bergehê. [204 uzun_bira] Di fotoya yekemîn a romana Bîra Qederê de, hebûna merivekî weha gelek girîng e. [205 uzun_bira] Ji ber ko romana Bîra Qederê, tevî bergehên cuda û xweş, li ser însan ava dibe. [206 uzun_bira] Meriv û hebûna wî esas e. [207 uzun_bira] Ev merivê ko li ser kevir rûniştiye, pişta xwe daye girê jorîn ko qesr û qonax lê ne. [208 uzun_bira] Pişta meriv, bi temamî, ber bi qonaxa Bedrî Paşa ye. [209 uzun_bira] Eger meriv xêzekê ji pişta wî bikişîne, xêz ê rasterast xwe bigihîne qonaxê. [210 uzun_bira] Di qonaxê de, ji 40 zêdetir meriv dijîn. [211 uzun_bira] Hemû jî Bedirxanî ne. [212 uzun_bira] Bedirxanî, bi gotina osmaniyan Bedirxanpaşazade, pir in. [213 uzun_bira] Ji vê qonaxê pê ve, çend mal, xanî û qonaxên wan ên din hene. [214 uzun_bira] Hemû jî li aliyê rohelat ê Stembolê, li milê Anatoliyê, li Kadiköyê bi cîh bûne; li Moda, Fenerbahçe, Cevizlik, Bostanci, Mühürdar, Göztepe û Kiziltoprakê dijîn. [215 uzun_bira] Piştî Kurdistanê, Stembol û Kadiköy bûye welatê wan ê duyemîn. [216 uzun_bira] Fotokêş kî ye? [217 uzun_bira] Li ser fotoyê, ev ne diyar e. [218 uzun_bira] Lê belê, eger kî be, ew fotokêşekî hoste ye. [219 uzun_bira] Li ser fotoyê hem dêmenên vekirî yên Kadiköyê, bi rengên xwe yên taybetî, hene, hem jî di navenda hemûyan de însan. [220 uzun_bira] Ne însan ji ber çavan direve ne jî bergeha Kadiköyê... Bergeh, perçeyekî ji xweşî û dewlemendiya Kadiköyê, tevî însanê wê, berpêş dike. [221 uzun_bira] Zerya Marmarayê bi pêlên xwe pişta qirax û girên Kadiköyê mist dide. [222 uzun_bira] Dar û ber bi rengên xwe yên demsalan hawirdor dineqişînin. [223 uzun_bira] Qesr û qonaxên Kadiköyê esaleteke yekta didiyê. [224 uzun_bira] Bender û lengergehên Kadiköyê ko ew rapêçane, mîna pencereyekê li dinyayê vedibin. [225 uzun_bira] Keştiyên ko li doraliyên Kadiköyê ne, ahengeke lêhatî didinê. [226 uzun_bira] Daristan û hêşinahiyê Kadiköy kiriye cîhê ger, geşt û seyrangehê. [227 uzun_bira] Di rojeke biharê ya gulana 1893-an de, Kadiköy, taxa wê Moda û qonaxa Bedrî Paşayê Bedirxanî, li ser resimekê weha xweş û rengîn dixuyin. [228 uzun_bira] Li mala Bedrî Paşayê Bedirxanî, di rojek ji rojên gulana 1893-an de, lez û bez û endîşe heye. [229 uzun_bira] Zarokek di rê de ye. [230 uzun_bira] Jina Emîn Âlî Bedirxan, Samîha Xanim li ber welidandinê ye. [231 uzun_bira] Qonax tijî meriv e. [232 uzun_bira] Roj xweş, dinya germ, dan êvar e. [233 uzun_bira] Ji axê bîhna gul û kulîlkan difûre. [234 uzun_bira] Zerya çîk şin e û mîna neynikekê zelal û aram e. [235 uzun_bira] Li esmanan komên spî yên ewran, bi aramî, xwe dilivînin. [236 uzun_bira] Li dûr, du keştiyên dirêj û stûr ên dûkelî zikê ava paqij diqelişînin û hêdî hêdî, li pey hev, derin. [237 uzun_bira] Dûya wan, bi giranî, ber bi esmanan hildikişe. [238 uzun_bira] Ro di ser ewran re li Kadiköyê dinihêre û tîrêjên wê li ser eniya pêşî ya qonaxa Bedrî Paşa şewq didin. [239 uzun_bira] Qonax, sê qat e û li gora avasaziya osmanî hatiye lêkirin. [240 uzun_bira] Du qatên jêrîn, ji herdu aliyan, fireh in. [241 uzun_bira] Lê qata jorîn, bi tenê dirêj e. [242 uzun_bira] Loma, ne sê qat, lê meriv dikare bibêje ko qonax du qat û nîv e. [243 uzun_bira] Qata jorîn ji navenda xênî ber bi jor dibe û estetîkeke taybetî ya avasaziyê dide qonaxê. [244 uzun_bira] Li rûyê pêşîn ê qata jorîn pencereyeke dirêj û fireh heye ko xweşiya avasaziyê dineqişîne. [245 uzun_bira] Li ber pencerê jî balkoneke, bi gotina kevn, şaneşîneke biçûk heye. [246 uzun_bira] Ji wê derî meriv dikare hemû pêlên zerya, yek bi yek, bijmêre. [247 uzun_bira] Ji wir ebediyeta ewr û esman, av û zeryayê, mîna tabloyeke resamekî hoste, baş, pir baş dixuye. [248 uzun_bira] Bana qonaxê, ji herdu milan ve, ber bi jêr, xus dibe û bi qermîtên sor raxistî ye. [249 uzun_bira] Ev qermîtên sor pir xweş li rengên xênî û hawirdor hatine. [250 uzun_bira] Rengê qonaxê spî ye û hawirdor jî di nav rengên kesk û şîn de ye. [251 uzun_bira] Gava rengê sor jî li wan zêde dibe, cumbuşa rengan temam dibe û rengên herî xweş ko li ber dilê kurdan pir ezîz in, derdikevin holê; kesk, sor, zer û gewher. [252 uzun_bira] Niha di vê danê êvarê de, gava tîrêjên tavê li ser qermîtên banê govend girtine, di eynî wextê de, govenda rengan e jî. [253 uzun_bira] Ban, bi kêranên têkûz, bi dîwarên depîn ên qonaxê ve hatine girêdan. [254 uzun_bira] Ev kêran, di avasaziya osmanî de, hem pêwistiyeke lêkirinê ye, hem jî neqş e. [255 uzun_bira] Mîna hemû qonax, qesr û xaniyên li doralî, qonaxa Bedrî Paşa jî xeşap e, ji max, qab, cax, kêran, karîte, spartek û stûnên textîn ava bûye. [256 uzun_bira] Li eniya pêşîn a qonaxê, ji nav daran, 9 pencere dixuyin, çar li qata binî, çar li qata navîn û yek jî li qata jorîn. [257 uzun_bira] Caxên penceran bi hostehî hatine neqişandin. [258 uzun_bira] Li ber deriyê mezin ê qonaxê derenceyek bi pênc pêlikan heye. [259 uzun_bira] Li herdu aliyên derî darên biçûk ber bi jor dibin. [260 uzun_bira] Bexçeyekî biçûk û xweş ê qonaxê jî heye. [261 uzun_bira] Niha, li bexçê tiştê herî girîng ê romana Bîra Qederê, bîra bexçe ye. [262 uzun_bira] Hema li kêleka çepê xênî, di bin dareke dirêj de, bîrek heye. [263 uzun_bira] Bîrek ko hem ji bo romana Bîra Qederê, hem jî ji bo şêniyê malê girîng e. [264 uzun_bira] Herçî aliyê hundir ê malê ye, berî her tiştî meriv divê bibêje ko 18 odeyên malê hene. [265 uzun_bira] Du salon, mutfexeke mezin, deh odeyên razanê, kitabxaneyek, odeyeke xebatê, serderiyeke dirêj, dalaneke fireh, du banyo... Lê dîsan jî, digel vê mezinahî û pirbûna odeyan, xanî têrî şêniyên malê nake. [266 uzun_bira] Malbata Bedrî bi xwe ji bîst kesan zêdetir e. [267 uzun_bira] Eger meriv mêvanên wan ên ko hertim tên jî bihesibîne, hejmar hîn pirtir dibe. [268 uzun_bira] Niha, ji mehekê zêdetir e ko birayê wî Emîn Alî Bedirxan Beg jî, tevî jin û zarokên xwe, hatine û bûne mêvanên wan. [269 uzun_bira] Belê, mêvaniyek ko ji bêgaviyê hatiye pê. [270 uzun_bira] Agir û şewatên Stembolê navdar in. [271 uzun_bira] Her roj derek, taxek, aliyekî Stembolê dişewite. [272 uzun_bira] Gulokên agiran bi esmanan dikevin, mal wêran dibin, malbat li kuçan dimînin. [273 uzun_bira] Her roj tulumbaciyên taxên Stembolê, stîl û depoyên avê li ser milên wan, bi qîreqîr, li kolanên Stembolê dibezin da ko xwe bi agirên kambax bigihînin û vemirînin. [274 uzun_bira] Lê heyhat!.. Ne agir vedimire ne jî qîre qîra tulumbaciyan bi kêrî tiştekî tê. [275 uzun_bira] Mal dişewitin, tax kavil dibin, jiyana rojane têk dere... Berî niha bi qasî mehekê, mala Emîn Begê jî ko li aliyê Kadiköyê, Kiziltoprakê bû, şewitî. [276 uzun_bira] Wan jî têkber û feraqên malê berhev kirin û hatin qonaxa Bedrî Paşa. [277 uzun_bira] Nivîskarê Bîra Qederê, herwekî ko tu dizanî, kitekit û detay ji bo afirîn û avakirinê gelek girîng in. [278 uzun_bira] Kitekit û detayên reng û bergehan ji bo resamekî, yên dengan ji bo musikejanekî, yên peyv û gotinan ji bo nivîskarekî girîng in. [279 uzun_bira] Belê, hê berî ko ez werim dinê, agirê Stembolê mala me wêran kiribû... Ew agir û bi gotina te, tulumbaciyên Stembolê, mîna kitekit û detayeke jîna min, tê bîra min jî. [280 uzun_bira] Li milekî ew agir û şewat, li milekî jî qîreqîr û xirecir, rû û rûçik, cil û bergên wan tulumbaciyan... Meriv nizanîbû çi bike, bikene yan bigirî... Li taxa me Kýzýltoprakê jî komeke tulumbaciyan hebû. [281 uzun_bira] Qîrîna wan hê jî di guhê min de ye; »Hayyyy!.. Kara babam, hayyy! [282 uzun_bira] Yolumuzu kesenin haline vayyyy!.. Bu gelen Kýzýltoprak köleleri!..« Kumê wan xwar, simbêlê wan boq, lingên wan xwasî, pazûyê wan şidayî, ew fedakar, pêxas û berdûşên Stembolê bûn. [283 uzun_bira] Hebûna wan, nîşana jînê bû; li milekî axîn, girîn û qîrîn, li milekî jî ken, henek û zirtîn... [284 uzun_bira] Îro, di vî danê êvarê de, gava roja romantîk a biharê ya Modayê hêdî hêdî winda dibe, li qata dudiyan a qonaxa Bedrî Paşa, di odeyeke fireh de, Samîha Xanim di nav êşeke mezin de ye. [285 uzun_bira] Mêr li qata jêr, li salonê rûniştine, jin jî li jor. [286 uzun_bira] Zik lê giran bûye. [287 uzun_bira] Êşa wê yekcar zêde ye. [288 uzun_bira] Nefes lê diçike. [289 uzun_bira] Ev çi hal e!.. [290 uzun_bira] Ev çi hal e!.. Eger weha here, Samîha Xanim wê bimire. [291 uzun_bira] Danê êvarê bû êvar, êvar qulipî ser şevê, şev ber bi berbangê dihere, lê hê jî zarok nehat dinê. [292 uzun_bira] Êşên Samîha Xanimê pir zêde bûne. [293 uzun_bira] Êş pêl bi pêl tên. [294 uzun_bira] Nalenala Samîha Xanimê ye, ji şerma nikare biqîre jî. [295 uzun_bira] Ew bi tenê kûr-kûr dinale. [296 uzun_bira] Rûşen Xanim, diya Bedrî Paşa û Emîn Beg, du jinên Bedrî Paşa û hin jinên din jî li ser Samîha Xanimê ne. [297 uzun_bira] Her yek, ji aliyekî ve, dixwaze alîkarî bike. [298 uzun_bira] Rûşen Xanima porspî û xwedantecrube dike, nake, nikare serê zarok ji bedena dê derxe. [299 uzun_bira] – Min evçend alîkarî li jinên me kirine, lê tu carî ecêbeke weha nedîtiye, ew dibêje... Li gora vê êşê û vebûna bedenê diviya zarok ji zû ve bihata. [300 uzun_bira] Serî dixuye, lê ber bi jêr nabe. [301 uzun_bira] Ev çi hal e? [302 uzun_bira] Tirsa min ew tirs e ko Samîha min here. [303 uzun_bira] Çareyek divê, çareyek divê... [304 uzun_bira] Çare çi ye? [305 uzun_bira] Mêr, Bedrî Paşa, Emîn Beg û çend birayên wan ên din, di salona fireh de, li qatê jêr in û li benda xebera xêrê ne. [306 uzun_bira] Lawê Emîn Beg, Sureya ko nû ketiye sala xwe ya dehan, heta berî niha bi bîskekê jî, li kêleka bavê xwe, li erdê rûniştibû û li hêviya hatina bira yan jî xwişka xwe bû. [307 uzun_bira] Lê gava çavên wî giran bûbûn, xizmetkareke malê ew biribû jor û xistibû xew. [308 uzun_bira] Emîn Beg wê dîsan bibûya bav. [309 uzun_bira] Lawekî wî hebû; Sureya. [310 uzun_bira] Diya Sureya zû wefat kiribû. [311 uzun_bira] Sureya hê nebûbû du salî, diya wî bi nexweşiya seretanê ketibû û di demeke kurt de wefat kiribû. [312 uzun_bira] Du mehên dawîn ên nexweşiya wê Emîn Ali Beg gelekî êşandibû. [313 uzun_bira] Diya Sureya ko Emîn Ali Begê jê ewçend hez dikir, li ber çavên hemûyan, bi êş û janeke mezin, vedimirî û dimir. [314 uzun_bira] Ne Emîn Ali Begê, ne jî kesekî din, nikarîbûn tu tiştî bikin. [315 uzun_bira] Di rojên dawiyê de, diya Sureya bi qasî mistekê mabû. [316 uzun_bira] Û gava wê wefat kir, Emîn Ali Beg bi rojan li şîna wê rûnişt, bi mehan pê êşiya û di şevên tarî yên zivistana Kadiköyê de, bi dizî, ji bo delaliya xwe giriya. [317 uzun_bira] Diya Sureya jineke bedew a çerkez û ji malbateke navdar a arîstokratên osmaniyan bû. [318 uzun_bira] Ew, evîna yekemîn a Emîn Ali Begê bû. [319 uzun_bira] Wan hê di xortiyê de hevûdu nas kiribûn. [320 uzun_bira] Di nav daristan û bexçeyên Moda de, ew pêşî ji dûr ve, bi çavan peyivîbûn, paşê jî dest di destan de. [321 uzun_bira] Hingê mirin tu carî nedihat bîra wan. [322 uzun_bira] Piştî zewacê lawekî wan ê mîna topa zêr jî çêbûbû. [323 uzun_bira] Pêşerojê tiştên nû, xweş û serfiraz waadî wan dikir. [324 uzun_bira] Lê di wê dema ko ne mumkin bû ko wan bîr bi mirinê bibirana, mirin hatibû... [325 uzun_bira] Bi dû mirina yara wî ya dil û can re, Emîn Ali Beg dil tunebû ko bizewiciya. [326 uzun_bira] Lê lawê mîrê gorbihuşt ê kurdan Bedirxan, yek ji serokên herî girîng ên kurdan wê çawan mala xwe bê jin bihîşta? [327 uzun_bira] Niha lawê wî jî hebû, na, nedibû... Xwişkên wî Melek, Ayşe û Sariye û bi taybetî jî dapîra wan hemûyan Rûşen Xanim ketin qirika wî da ko ew bizewice. [328 uzun_bira] Dîsan zewac... bi kê re û çawan? [329 uzun_bira] Lê li ser gotin û israrên »jinên malê«, ew hêdî hêdî dîsan ket ser riya zewacê. [330 uzun_bira] Îcar jî dîsan bi yeke gelekî nas re; Samîha. [331 uzun_bira] Samîha ko li ber destê diya wî mezin bûbû û ji diya wî re cariyetî dikir. [332 uzun_bira] Samîha ko mîna çilkeke zêr û dilopeke av bû. [333 uzun_bira] Samîha ko dilê wê nerm, heşê wê xurt û wîcdanê wê tam bû. [334 uzun_bira] Her çi tişt û kesê xweş û rind e, ew muqedes e. [335 uzun_bira] Ev, yek ji qayideyên min ên jînê bû. [336 uzun_bira] Xweşahî, spehîtî û bedewî divê felsefa jînê be. [337 uzun_bira] Û xweşî û rindî divê bi xweşî û rindî bête zimên... Eger ez weha difikirîm û dijiyam, ez bawer im, tê de tesîra diya min pir bû. [338 uzun_bira] Diya min abîda xweşî û rindiyê bû ko bi gotinan naye saloxdan. [339 uzun_bira] Ew jî mîna dêmariya min a rehmetî ko min nedît, çerkez bû. [340 uzun_bira] Lê tiştekî diya min ji dêmariya min zêde bû; diya min bi kurdî jî dizanîbû û li malê bi kurdî dipeyivî û ez vê yekê jî bibêjim; kurdiya diya min ne kêmî kurdiya metên min û dapîra min bû. [341 uzun_bira] Herwekî tu jî dizanî, bedewiya çerkezan bi nav û deng e. [342 uzun_bira] Ew hemû bedewî hatibû û li ser rûyê diya min diçirûsî. [343 uzun_bira] Di jînê de, meriv rastî gelek rûyan dibe. [344 uzun_bira] Piraniya wan ji bîr dibin, lê hinên wan di bîr û heşê meriv de, her û her, dimînin. [345 uzun_bira] Rûyê diya min, yek ji wan rûyan bû ko mîna siya meriv, hertim, bi merivan re bû. [346 uzun_bira] Rûyekî gulover, spî, xweş lihevhatî û bihîstiyar... [347 uzun_bira] Lê niha halê Samîhayê ne tu hal e. [348 uzun_bira] Jê re çare divê... Rûşen Xanim ji derencên textîn û neqişkirî ko di navbera herdu qatên qonaxê de ne, hêdî hêdî peyayî jêr bûye û niha li salona mezin a qonaxê, li nik »mêran« e. [349 uzun_bira] Mêr divê çareyekê bibînin. [350 uzun_bira] Çavên mêran bi endîşe û meraq li Rûşen Xanimê dinihêrin. [351 uzun_bira] Gelo çi bû, çima zarok nayê, digel ko evçend wext derbas bû? [352 uzun_bira] Rûşen Xanima westiyayî û bêxew napeyive, bi tenê bi çavan li civatê mêze dike û dîsan bi çavan bang li Bedrî Paşa dike. [353 uzun_bira] Herdu bi hev re, Rûşen Xanim li pêşî, Bedrî Paşa li pasî, derbasî mitbaxa mezin û fireh a kêlekê dibin. [354 uzun_bira] Maseyeke xwarinê ya dirêj û li doralî jî donzde kursiyên rûniştinê, li aliyekî mitbaxê ne. [355 uzun_bira] Mase û kursî ji darê gûzan çêbûne û rengê wan, rengê qahwê ye. [356 uzun_bira] Rûşen Xanim bi destê Bedrî Paşa digire û bi hev re derin li ser herdu kursiyên li koşa masê rûdinin. [357 uzun_bira] Stêrk, ji pencereyên fireh ên mitbaxê, ronahîyeke qels direşînin hundirê mitbaxê. [358 uzun_bira] Yadê, ev çi hal e, xêr e? [359 uzun_bira] Çima zarok weha bi derengî ket? [360 uzun_bira] Bedrî Paşa dipirse. [361 uzun_bira] Kurê min, min heta niha pîrikiya bi dehan zarokên malê kiriye, lê min ecêbeke weha nedîtiye. [362 uzun_bira] Ji êvarê de ye ko zarok nayê xwar. [363 uzun_bira] Em dikin nakin, nikarin zarok bikişînin. [364 uzun_bira] Heke hinekî din weha dewam bike, em ê Samîha reben winda bikin... Divê doxtorek were û alîkarî bike. [365 uzun_bira] Wekî din çare nîn e. [366 uzun_bira] Min nexwest ji Emînê xwe re bibêjim. [367 uzun_bira] Heke min jê re bigota, wî ê bigota na. [368 uzun_bira] Tu jê re bibêje û wî ji bo doxtor îkna bike. [369 uzun_bira] Hûn çi dikin bikin, zû doxtorek bînin. [370 uzun_bira] – Yadê, di vê nîvê şevê de, em ê doxtor ji ko bibînin. [371 uzun_bira] Tu dizanî, em ji [372 uzun_bira] bajêr gelekî dûr in. [373 uzun_bira] Rûşen Xanim gotina dawîn, bi dengekî sar û qetî, dibêje; [374 uzun_bira] – Lawê min, ma heke çare hebûya, min doxtor dixwest? [375 uzun_bira] Rast e, em ji bajêr gelekî dûr in, lê erebe li ber derî ye, ji seyisê xwe re bibêje, bila ew hespan bîne û bi erebê ve girê bide... Hûn divê xwe bi doxtorekî bigihînin. [376 uzun_bira] Me xwe bi doxtor Esad Paşa gîhand. [377 uzun_bira] Xwedê jê razî be, wî yeka me nekir dudo. [378 uzun_bira] Gava Bedrî Paşa û bijîşk Esat Paşa dikevin hundir, aliyê salonê, Bedrî Paşa weha dibêje. [379 uzun_bira] Emîn Beg û kesên din jî radibin û xêrhatinî li Esad Paşa dikin: »Hoş geldiniz, buyurun, oturun.« Ew kursiyeke fireh a rûniştinê didin Esad Paşa. [380 uzun_bira] Lê Esad Paşa rûnane, destê xwe yê rastê davêje riya xwe ya dirêj û spî, li dora xwe û li Bedrî Paşa û Emîn Beg dinihêre û bi ken dibêje, [381 uzun_bira] – Hayir, oturmayayim. [382 uzun_bira] Saðolun. [383 uzun_bira] Elbette Bedri Paşa ve sizleri kiramazdim... Ancak bildiðiniz gibi, ben göz tabîbiyim. [384 uzun_bira] Ama elimden geleni yapacaðim... [385 uzun_bira] Esad Paşa ko bi eslê xwe arnawid e, tevî mal, zarok û neviyên xwe, li Kadiköyê, Modayê rûdine. [386 uzun_bira] Piştî ko seyis hesp û erebe hazir kiribû û deriyê erebê vekiribû, Bedrî Paşa, birayê xwe yê herî biçûk Murat jî girtibû ba xwe û ew bi hev re çûbûn mala Esad Paşa. [387 uzun_bira] Esad Paşa ne bijîşkê zarokan bû ne jî aletên wî yên bijîşkiya zarokan hebû. [388 uzun_bira] Lê wî tikaya Bedrî Paşa venegerandibû. [389 uzun_bira] Ew bi hev re pêşî çûbûn nexweşxana Haydarpaşayê da ko hin alet û firaq werbigirin u bi dû re jî, bi lez, hatibûn malê. [390 uzun_bira] – Hemen işe koyulalim... Hastamiz nerede? [391 uzun_bira] Bi van gotinên Esad Paşa re, Rûşen Xanim rê nîşanî wî dide û ew bi hev re derdikevin qata jor, odeya Samîha Xanimê. [392 uzun_bira] Jinên ko li odê ne, xwe didin alî. [393 uzun_bira] Textê razanê ko Samîha Xanim li ser e, li ber pencereyekê ye. [394 uzun_bira] Li herdu aliyên text du maseyên dirêj ên text hene ko ji herdu aliyan ve xwe bi dîwêr digihînin. [395 uzun_bira] Li ser wan jî du çirayên mezin vêketîne. [396 uzun_bira] Li ser dîwarê kêlekê lewheyeke mezin heye û tê de bi destnivîseke gelekî bedew, bi erebî, Bismîllahî Rehmanî Rehîm hatiye nivisîn. [397 uzun_bira] Destnivîs neqişkirî ye û diyar e ko ew ji destê xetatekî hoste derketiye... Esad Paşa tê ser Samîha Xanimê û lê dinihêre. [398 uzun_bira] Çavên wê girtî ne. [399 uzun_bira] Diranên wê yên jorîn li ser lêva wê ya jêrîn in û ew gez kiriye. [400 uzun_bira] Rûyê wê yê spî yekcar bûye mîna xwelî û jê êş û jan dixuye. [401 uzun_bira] Bi tenê ji xwîdana ser enî, meriv fahm dike ko Samîha Xanim dijî. [402 uzun_bira] Esad Paşa destê xwe dide ser enîya wê. [403 uzun_bira] Enî, mîna cemedê, sar e. [404 uzun_bira] Esad Paşa, bi destê xwe, bi zehmetî, çavê Semîha Xanimê vedike. [405 uzun_bira] Hingê, ji nişkê ve, bedena wê, mîna ko ew ketibe ber zelzeleyekê, pihêt diheze û nalîneke kûr pê dikeve. [406 uzun_bira] Pêlên hezînê li pey hev û pir xurt tên. [407 uzun_bira] Esad Paşa, bi carekê, li Rûşen Xanimê û jinan vedigere: [408 uzun_bira] – Çabuk, çok çabuk, sýcak su, bez vesaire getirin, çabuk... [409 uzun_bira] Jin, hema bi lez, jê re du misîn ava germ, satileke ava sar, leganeke mezin, hin pêşgîr tînin. [410 uzun_bira] Ew bi lez destên xwe duşo û dîsan dere ser Samîha Xanimê. [411 uzun_bira] Feylesofan weha gotiye; rû, ruh û giyanê bedenê ye. [412 uzun_bira] Tiştê ko meriv li ser rû dibîne, haletê ruhiya bedenê ye. [413 uzun_bira] Rû, nîşana fikir, hizr, pejn, hîs, gumanên dil û mêjî ye. [414 uzun_bira] Tu dikarî van hemûyan li ser rûyekî bibînî û bixwînî. [415 uzun_bira] Ma me kurdan jî weha negotiye; li rû binihêre, merivê xwe binase. [416 uzun_bira] Di destê wê sibê de, li ser rûyê diya min Samîha Xanimê jî mirin hebû. [417 uzun_bira] Bi tenê mirin. [418 uzun_bira] Mirinê hê hingê mohra xwe lê xistibû. [419 uzun_bira] Ew êş, jan û zehmetiya berbanga wê sibê hem nîşana jîneke nû hem jî ya mirinê bû. [420 uzun_bira] Di berbanga sibeheke bihara 1893-an de, jîn û mirin ketibûn nav hev. [421 uzun_bira] Tu kesî nikarîbû ew ji hevûdu veqetandina. [422 uzun_bira] Cezbê mirinê bi ser herkesî de hatibû. [423 uzun_bira] Kesî nikaribû tovên jiyanê tê de bidîta... [424 uzun_bira] Çaxa dunya ronî dibe û tav bi tîrêjên xwe yên pêşîn mizgîna rojeke nû dike, Esad Paşa, Rûşen Xanim, Melek Xanim û du cariye ji derencên qata jor peya dibin. [425 uzun_bira] Di hembêza cariyekê de, di nav pêşgîreke spî de tiştek heye. [426 uzun_bira] Pêşgîr di nav xwîna sor de ye. [427 uzun_bira] Esad Paşa, Rûşen Xanim û Melek Xanim ber bi salonê, herdu cariye jî ber bi deriyê derve derin. [428 uzun_bira] Gava Esad Paşa û yên pê re dikevin salonê, Bedrî Paşa û Emîn Beg ji kursiyên xwe radibin. [429 uzun_bira] Ji kesî deng dernakeve. [430 uzun_bira] Bira û biraziyên din hemû çûne, li salonê bi tenê Bedrî Paşa û birayê wî Emîn Beg mane. [431 uzun_bira] Yên nû hatî jî li kursiyên kêlekan rûdinin. [432 uzun_bira] Hemû westiyayî ne, ji rûyên wan xemgînî dixuye. [433 uzun_bira] – Aci kahveniz var mi? [434 uzun_bira] Sabah sabah aci kahve iyi gelir. [435 uzun_bira] Esad Paşa qahwa tahl dixwaze. [436 uzun_bira] Di destpêka sibê de, qahwa tahl baş û xweş e, ew dibêje. [437 uzun_bira] Xeberên wî hem xweş, hem nexweş in. [438 uzun_bira] Emîn Beg, destê wî li ser riya wî, bi hizr li Esad Paşa guhdarî dike. [439 uzun_bira] – Samîha Hanimi güç bela kurtardik. [440 uzun_bira] Ancak çocuðu kurtaramadik. [441 uzun_bira] Hacmi çok büyüktü. [442 uzun_bira] Zorla ana karnindan çikardik. [443 uzun_bira] Çok zor oldu. [444 uzun_bira] Ölü doðdu... [445 uzun_bira] Rûşen Xanim gotina Esad Paşa didomîne. [446 uzun_bira] Semîha, Semîha delal û reben, di nav hêlekana mirin û jînê de çend caran çûye û hatiye. [447 uzun_bira] Wan bawer nekiribûn ko ew ê xelas bibûya, şikur ji Xwedê re ko ew xelas bûye. [448 uzun_bira] Herçî zarok e, wê hê zarokekî ewçend mezin nedîtibû û zarok kurekî qerqaşî bû. [449 uzun_bira] Emîn Beg bi tenê li wan guhdarî dike û difikire. [450 uzun_bira] Ew çi bibêje û hîs bike? [451 uzun_bira] Samîha ji mirinê xelas bûye. [452 uzun_bira] Lê lawê wî miriye. [453 uzun_bira] Wî navê lêwik jî hazir kiribû. [454 uzun_bira] Eger zarok kur bûya, navê wî dê Celadet bûya, na eger ew keç bûya, navê wê dê Meziyet bûya. [455 uzun_bira] Lê ew çi bike?.. Mirin û jiyan bi hev re hatibûn. [456 uzun_bira] Mirin û jiyan bi hev re hatibûn. [457 uzun_bira] Samîha Xanim li jorê, qata diduyan, razaye. [458 uzun_bira] Perçeyê beden û jiyana wê, zarokê mirî, li jêr, li kêleka bîrê ye. [459 uzun_bira] Cariye zarok, di nav pêşgîr û pêçekekî bi xwîn de, danîne ber devê bîrê da ko wî bişon û tevî xanimên malê, veşêrin. [460 uzun_bira] Ew li der, bêruh û bêpejn, tenê, li kêleka bîreke sar, dirêj bûye. [461 uzun_bira] Pariyeke zarok, misteke can... Hatin û çûna wî bû yek. [462 uzun_bira] Ji qonaxê deng dernakeve. [463 uzun_bira] Mala mezin, di nav xewa sibê de, bêdeng, li neheqiyên jiyanê difikire. [464 uzun_bira] Kî dê zarokê mehrûm bibe, wî bişo û ji xwîna jiyanê paqij bike? [465 uzun_bira] Kî dê kefenekî spî û biçûk li bedena wî ya biçûk rapêçe? [466 uzun_bira] Bêyî hêstirên çavan, kî dê bikaribe li ser wî melayika biçûk, bilorîne û stranên şînê bibêje? [467 uzun_bira] Kî dê wî bi temamî ji jiyanê bi dûr xîne û bixe bin axa reş û sar? [468 uzun_bira] Kî dixwaze pergî rûyê sar ê mirinê bibe, xwestekên mirinê qebûl bike, stûyê xwe li ber mirinê xwar bike, ji xwe re nebe xweyî û bide ber sistiyê? [469 uzun_bira] Kî? [470 uzun_bira] Jiyan û zehmetiyên jiyanê li aliyekî. [471 uzun_bira] Lê ev mirin, mirina ko dora romana Bîra Qederê rapêçaye. [472 uzun_bira] Mirina ko berî jiyanê hatiye û zarokekî nûbûyî dixwaze. [473 uzun_bira] Mirina ko rêzika dinyayê digerîne, niha li mala Bedrî Paşa çerx dibe. [474 uzun_bira] Rûşen Xanim, Melek Xanim, Bedrî Paşa û Emîn Beg jî çûne odeyên xwe yên razanê. [475 uzun_bira] Bi westa şevê û sawa mirinê, ew dixwazin çavên xwe nerm bikin. [476 uzun_bira] Bi tenê çend cêriyên malê li piya ne. [477 uzun_bira] Yek li ber serê Samîha Xanimê rûniştiye, yek li jêr têkberên salon û odeyan dide hev, yek jî li mitbaxê avê germ dike, ji bo zarokê li ber devê bîrê. [478 uzun_bira] »Ji bo zarokê li ber devê bîrê«... Hin gotin û peyv hene ko tê de jînek, umrek veşartiye. [479 uzun_bira] Çaxa meriv li wan hûr dibe, umrekî dirêj, mîna neynikekê, li merivan dinihêre. [480 uzun_bira] Heye ko haya te jê tune be, lê di gotina te ya jorîn de umrê min veşartiye. [481 uzun_bira] Peyva bîrê û bîrên ko di hin gehînekên jîna min de bûn pardarên qedera min, hê wê roja biharê, li ber bîra qonaxa mamê min Bedrî Paşa, xwe bi kûrahî bera nav rehên jîna min dan. [482 uzun_bira] Jîna min a ecêb, bi awayekî ecêb, bi wan dest pê kir û bi wan xelas bû... Bîra mala Bedrî Paşa ko li kêlekê jîn û mirin di nav şerekî bêeman de bûn, bîreke pir xweş bû. [483 uzun_bira] Doraliyê wê bi qasî pênc bihustan, mîna dîwarekî, bi qermîtên sor hatibû lêkirin. [484 uzun_bira] Devê wê zêde ne fireh bû. [485 uzun_bira] Ew ne kûr bû jî. [486 uzun_bira] Di nav bîrê de, bi dîwaran ve, pêbaskên wê hebûn. [487 uzun_bira] Meriv dikarîbû bi wan pêbaskan daketa nav bîrê. [488 uzun_bira] Ava wê hinekî şor û hertim hênik bû. [489 uzun_bira] Dara behîvan ko li kêleka bîrê bû, xweşiyeke yekta dida bîrê. [490 uzun_bira] Gava meh dibû adar û kulîlkên spî yên darê dibişkovîn, di bin dara spî de bîr dibû mîna bergehek ji çîroka »Hezar û şevekê...« [491 uzun_bira] Cêriya li mitbexê, ko eslê wê îtalî ye, straneke îtalî ya zîz li ser lêvên wê, hêdî hêdî, karê xwe dike. [492 uzun_bira] Wê ji qata herî jorîn, ji oda binê banê ko ji bo dirûn û hûninê ye, cawekî dirêj ê spî aniye. [493 uzun_bira] Ev caw wê bibe kirasê mirinê, yanê bibe kefen û bedena biçûk rapêçe. [494 uzun_bira] Av li ser argûnê germ dibe. [495 uzun_bira] Gelo zarok wê li ko were şuştin? [496 uzun_bira] Mal, mala misilmanan e. [497 uzun_bira] Adet û ûsil divê baş bi cîh bên. [498 uzun_bira] Lê kî dê bi cîh bîne? [499 uzun_bira] Cêrî dê çima serê xwe bi van pirsiyaran biêşîne. [500 uzun_bira] Ji ber bextê rind, Rûşen Xanim, stûna mala Bedirxaniyan li vir e. [501 uzun_bira] Bêguman, ew ê her tiştî, bi rê xîne... [502 uzun_bira] Cariye dere ser beroşa li ser êgir û li avê dinihêre. [503 uzun_bira] Na, av hê germ nebûye. [504 uzun_bira] Gelo av ne kêm be? [505 uzun_bira] Cariye satila ber argûnê digire û dere derve da ko ji bîrê avê bikişîne. [506 uzun_bira] Dinya êdî ronî bûye. [507 uzun_bira] Ji dûr dengê pêlên zeryayê, ji ser darên bexçê jî dengê çivîkan tê. [508 uzun_bira] Bayeke sivik hêdî hêdî pelên daran dilivîne. [509 uzun_bira] Rojeke nû ya bûyerên însanî dest pê kiriye. [510 uzun_bira] Zarokê mirî di nav paç, xawlî û pêşgiran de, li wir, li ser qermîtên ko li dora bîrê hatine raxistin, dirêj bûye. [511 uzun_bira] Jiyan çiqas ecêb e!.. Gelo vî mehrûmî, hema bi qasî kêlîkekê be jî, jiyan dît û hîs kir? [512 uzun_bira] Gelo rûyê wî çawan bû? [513 uzun_bira] Ji ber xwîna boş, kesî ne rûyê wî ne jî serçavê wî dîtibû. [514 uzun_bira] Niha, piştî bîskekê, gava ew vî mehrûmî bişon, Rûşen Xanim ê, îlam, li rûyê wî binihêre. [515 uzun_bira] Lê ew çi ye! [516 uzun_bira] Dengek tê. [517 uzun_bira] Dengê zarokekî tê. [518 uzun_bira] Dengekî zirav ji zarokê mirî tê guhê cêrî. [519 uzun_bira] Ev çi ye!.. Cêrî, li kêleka bîrê, di cîhê xwe de, mat dibe. [520 uzun_bira] Na, ne rast e. [521 uzun_bira] cêrî, ji xofan, hinekî xwe ji ber bîrê vedikişîne. [522 uzun_bira] »Mama mia, mama mia...« Ma ev ne cin bin? [523 uzun_bira] Sihirên cin û periyan li van deveran navdar in. [524 uzun_bira] Ev ne lîstikeke periyan be? [525 uzun_bira] Ji dûr ve, ew dîsan, bi dîqet, li pêçeka zarok dinihêre û guhê xwe didiyê. [526 uzun_bira] Deng e, deng tê... belê, deng tê... Ew vediciniqe. [527 uzun_bira] – Signore, signori, signore, signori!.. [528 uzun_bira] Cêrî ji nişkekê ve, bi tirs û qîrîn, direve hundir. [529 uzun_bira] Cin in, cin hatine. [530 uzun_bira] »Signore, signore!« Cariyên din li mitbaxê, li ser serê wê dicivin. [531 uzun_bira] Yek ji wan tasek av tîne û didiyê. [532 uzun_bira] Ew diheze û matbûyî li cariyên dora xwe dinihêre. [533 uzun_bira] Murat Beg ko li qata jêrîn razayî bû, bi deng û qîrînê radibe û bi heyecan, pîcema lê, tê mitbexê. [534 uzun_bira] – Ne oldu, ne var? [535 uzun_bira] Franceska, ne oldu? [536 uzun_bira] Ew bi tirkî ji cêriyan û cêriya ko diheje dipirse. [537 uzun_bira] Lê cêrî nikare bipeyive. [538 uzun_bira] Ew bi tenê, bi tiliyan bexçe nîşan dide û dibêje: »Piccola, piccolo..« [539 uzun_bira] Mio piccolo, mio picollo.Cêrî, Rûşen Xanim, Melek Xanim, cariyên din li ser serê zarok in û wî dişon. [540 uzun_bira] Hêdî hêdî, bi dîqet. [541 uzun_bira] Wan zarok anîne hundir, mitbaxê. [542 uzun_bira] Tiştê nebûyinê qewimiye; zarok dijî. [543 uzun_bira] Ew di nav xwînê de ye û hê jî ji serê wî xwîn tê. [544 uzun_bira] Lê ew dijî. [545 uzun_bira] Di pêveçûna jiyan û mirinê de, jiyan bi ser ketiye. [546 uzun_bira] Li qonaxa Bedrî Paşa, di roja nû ya biharê de, bêdengiya mirinê, bi carekê, qulipiye ser dengên jiyanê. [547 uzun_bira] Samîha Xanima ko ji mirinê xelas bûye, niha dibihîse ko lawê wê jî ji mirinê xelas bûye. [548 uzun_bira] Bask nîn in ko ew pê bifire. [549 uzun_bira] »Yarebî, şukir, şukir ji te re. [550 uzun_bira] Heke tu nekujî, nakujî«, ew dibêje. [551 uzun_bira] Ew nikare ji cîhê xwe bilive û dakeve jêr, lê ji cêrî dixwaze ko ew werin û her gav xeberên lawê wê jê re bibêjin. [552 uzun_bira] Kêf, kêfa Rûşen Xanimê ye, jê re payan nîn e. [553 uzun_bira] Di vî umrî de, wê dê ev roj û ev ecêb jî bidîtina! [554 uzun_bira] Berî niha bi demeke kurt, ew bi keserkûrî çûbû oda razanê û ketibû nav cîhê xwe yê ko li erdê raxistî bû. [555 uzun_bira] Wê dê zarokê mirî bişuşta, kefenê spî lê rapêça, li serê bixwenda û ew bikira nav gorê û axa reş li serê bireşanda. [556 uzun_bira] Lê niha zarok hatiye, ji mirinê vegeriyaye û hatiye. [557 uzun_bira] Perda reş a mirinê rabûye. [558 uzun_bira] Di roja ronî de, jiyana ronî dest pê kiriye. [559 uzun_bira] Rûşen Xanima ko umrê wê li ser 80 salan e, lê hê jî li ser xwe ye û di tevgerên xwe de xurt e, bi hêdîka, bi xawliyeke spî ya şil, xwîna zarok jê paqij dike. [560 uzun_bira] Zarok digirî, qîreqîr dike û xwe dilivîne. [561 uzun_bira] Bedena wî, li gora zarokekî nûbûyî, mezin e û bejna wî jî dirêjtir e. [562 uzun_bira] Rûşen Xanim rûyê zarok paqij dike. [563 uzun_bira] Rû hêdî hêdî derdikeve holê. [564 uzun_bira] Porê wî reş, birûyên wî geş, rûyê wî gilover e. [565 uzun_bira] Li vî pozî, li vî difnî fekin, Rûşen Xanim bi ken dibêje. [566 uzun_bira] Poz, mîna pozê beranan e. [567 uzun_bira] Xwedê star bike. [568 uzun_bira] Enî, mîna eniya çiyayê Herekolê ye. [569 uzun_bira] Xwedê bihêle, ew tevde li bapîrê xwe rehmetî Bedirxan Beg çûye, tevde kalik e. [570 uzun_bira] Min dapîra xwe Rûşen Xanim, bi gotina te »stûna malbata Bedirxaniyan«, hezar mixabin, nas nekir. [571 uzun_bira] Bîr û hafiza meriv heta katekê ye. [572 uzun_bira] Piştî wê êdî per-da nezaniyê ye. [573 uzun_bira] Heta katekê, zaroktiya min tê bîra min. [574 uzun_bira] Lê, ne dapîra min. [575 uzun_bira] Bi dû bûyina min re ew dîsan vedigere Şamê, nik keçên xwe û li wir jî dere rehmetê. [576 uzun_bira] Wê li kêleka mêrê wê Mîr Bedirxan defn dikin... Jixwe li gora gotinan, gava ez têm dinê, ew bi mêvanî ji Şamê hatiye Stembolê û demek jî ji bo min li Stembolê maye. [577 uzun_bira] Tu dizanî, di jîna xerîb de, meriv hene ko çêyiyeke mezin li te kirine û mohra xwe li jîna te xistine. [578 uzun_bira] Lê tu wan nas nakî. [579 uzun_bira] Tu dikî, nakî, tu nikarî xwe bi wan bigihînî û wan binasî û bi awayekî ji bin çêyiya wan derkevî. [580 uzun_bira] Tu bi wan dizanî, li wan difikirî, lê nikarî wan bibînî. [581 uzun_bira] Çêyiya wan dibe hesreteke xedar û bi canê te dikeve. [582 uzun_bira] Hesret gav bi gav te, bedena te, can û ruhê te, mêjî û dilê te vedigire. [583 uzun_bira] Hesreta dîtina dapîra min jî, hesreteke weha bû; wê ez vegirtibûm. [584 uzun_bira] Di her gava nû ya jîna min de, wê hesretê riya min li ber min rast dikir. [585 uzun_bira] Min li gora wê gav davêt. [586 uzun_bira] Bav û diya min, mam û metên min bi dirêjî behsa wê û zimanê wê yê şêrîn dikirin. [587 uzun_bira] Li gora wan, tu kes mîna dapîra min xweş û zelal bi zimanê kurdî nepeyiviye. [588 uzun_bira] Eger ez pâşê bi xurtî li ser zimanê kurdî hûr bûme û min bi kurdî nivisiye, bawer bike, tê de para hesreta dîtina dapîra min pir e. [589 uzun_bira] Rûşen Xanim zarok baş dişo, xweş dipêçe, serê wî yê birîndar girê dide û wî bi cariya îtalî re dişîne cem diya zarok Samîha Xanimê. [590 uzun_bira] – Fransê, lêwik bibe nik diya wî, bila ew şîr bidiyê. [591 uzun_bira] Çavreşê min birçî ye, ew dibêje û tevî Melek Xanimê vedigere salonê. [592 uzun_bira] Emîn Beg û birayê wî yê biçûk Murat li salonê rûnîştine. [593 uzun_bira] Cixare di destan de, rûyê Emîn Beg dikene. [594 uzun_bira] Gava ew Rûşen Xanimê dibîne, radibe ser piyan û ber bi wê dere. [595 uzun_bira] – Yadê, çavê me ronî, lingê te bi xêr hat, Lawik jî xelas bû, ew dibêje. [596 uzun_bira] – Emînê min, tu lêwik bibînî, pariyekî şekir e; çavreş, pozberan, enîvekirî ye. [597 uzun_bira] Ew eynî bavê te rehmetî Bedirxan Beg e. [598 uzun_bira] – Yadê, helbet lawê min ê li bapîrê xwe were. [599 uzun_bira] Celadetê min neviyê Mîr Bedirxan e. [600 uzun_bira] Ew ê dewsa bapîrê xwe bigire. [601 uzun_bira] – Te got çi? [602 uzun_bira] Rûşen Xanim, bi heyirî, ji Emîn Beg dipirse. [603 uzun_bira] Ji ber ko wê tu carî ev nav nebihîstiye. [604 uzun_bira] Navê ko dê hertim di romana Bîra Qederê de derbas bibe, cara yekemîn, hingê bi ziman dibe. [605 uzun_bira] – Celadet, Yadê. [606 uzun_bira] Navê neviyê te dê Celadet be. [607 uzun_bira] Yanê xurtî û bawerî. [608 uzun_bira] Yanê li hember mezinahî û serdestiyê xwe ragirtin... Ji mêj ve bû ko min navê wî danîbû. [609 uzun_bira] Ew li welatê xerîbiyê hatiye dinê, lê neviyê Mîr Bedirxan wê bibe tîmsala xurtî û baweriya bapîrê xwe. [610 uzun_bira] Tu bi vê bawer be, Yadê. [611 uzun_bira] – Cedad, Cedet... Ceced... Te got çi, navê wî çi bû? [612 uzun_bira] Rûşen Xanim nikare navê lêwik bi lêv ke. [613 uzun_bira] Emîn Beg bi destê Rûşen Xanimê digire û wê dibe li ser kursiyekê dide rûniştin. [614 uzun_bira] Ew destê xwe dibe riya xwe, pê dilîze û bi ken dibêje, [615 uzun_bira] Yadê tu pir westiyayî, hinekî bîhna xwe veke û... Celadet, Yadê, Celadet. [616 uzun_bira] Cela... na, ez nikarim bibêjim, zimanê min lê nagere. [617 uzun_bira] Heyra ez ê jê re bibêjim Ceco. [618 uzun_bira] Cecoyê min... [619 uzun_bira] FOTOGRAF 2: Bedirxanî; mîrên kurdan, xwedanşan, lê bindest [620 uzun_bira] Ev fotograf di wan salan de ko êdî gotinên »Ceco, Cecoyê min« li ser lêvan in, tê kişandin. [621 uzun_bira] Sal 1895 e, ji deman payiz e. [622 uzun_bira] Li hemû Kadiköyê du fotografkêşên hoste hene; Th. [623 uzun_bira] Servanis û R. [624 uzun_bira] Xendamian. [625 uzun_bira] Yê yekemîn cihû, yê duwemîn ermen e. [626 uzun_bira] Mîna her tiştê Kadiköyê, fotografkêşî jî di destê endamên miletên têkel de ye. [627 uzun_bira] Fotograf û fotografkêşî, hem li Stembol û Kadikoyê hem jî di nav hemû tixûbên dewleta Osmanî de, nav û tiştên nû ne. [628 uzun_bira] Nav û tiştên nû ko pir bala xelkê, lê bi taybetî jî pir bala giregir, dewlemend û paşayên dewleta Osmanî dikişîne. [629 uzun_bira] Berê lewhe û wêne hebûn, niha jî fotograf. [630 uzun_bira] Berê wênekêş û resam radihiştin pênûs û firçan û li ser kaxiz û cawan bi rojan, mehan, dixebitîn da ko resimek, wêneyek bînin pê. [631 uzun_bira] Lê niha fotografkêş, bi alîkariya makîna xwe, di nav kêliyekê de, xebateke demeke dirêj tîne pê. [632 uzun_bira] Meriv, rû, çav, dev, nihêrîn, awir di nav bîskekê de direşin ser kaxizên taybetî yên spî û dibin nemir. [633 uzun_bira] Fotograf nemiriyê direşîne ser kaxizan. [634 uzun_bira] Fotograf rehetiyeke nû, bi riyeke pir erzan, dide merivan. [635 uzun_bira] Meriv çi jî bike, çiqas hoste be jî, resim tu carî bi eslê xwe namîne. [636 uzun_bira] Hin tişt, hin xêz, hin reng yan kêm in, yan jî zêde. [637 uzun_bira] Lê fotograf, ev îmkana nû, ne welê ye; her tişt mîna eslê xwe ye. [638 uzun_bira] Fotografkêş makîna xwe datîne ser sêpiyê, kêlîkê ji çavika makînê, li kesê ko dixwaze bibe nemir dinihêre, dibêje »dîqet« û pê li qumçika makînê dike. [639 uzun_bira] Ew kurte-dema ko fotografkêş pê li qumçikê dike, êdî kurte-demek e ko tu carî ji bîr nabe; fotograf hatiye kişandin, kopiyek ji eslê wê hatiye pê û ya girîng, ew kopiye dê her û her bimîne. [640 uzun_bira] Ne wext û herikîna wextê ne jî mêjî û kalbûna mêjî êdî dikare wê kurte-demê bide jibîrkirin. [641 uzun_bira] Kopiya ko eynî mîna eslê xwe ye, dê li ser dîwaran, di nav bêrîkan de, di nav kaxiz, defter û kitêban de bên parastin. [642 uzun_bira] Meriv dê car bi car, dem bi dem, li wan binihêre û kesê li ser fotografê bi bîr bîne. [643 uzun_bira] Ew kes êdî ne winda ye, bêdeng û bêziman be jî, ew her û her heye. [644 uzun_bira] »Fotograf û fotografkêşî şoreşeke yekta ye.« R. [645 uzun_bira] Xendamian, fotografkêşê yekta yê Kadiköyê li ser qerteke danasînê ya hunera xwe, bi fransizî, weha nivisiye: şoreş... Ew, ne neheq e. [646 uzun_bira] Hem wî hem jî fotografkêşê din ê Kadiköyê Servanis xwendina xwe li Fransê, Parîsê kirine. [647 uzun_bira] Haya herduyan jî ji guherînên cîhanê, dîtinên nû yên civakî û pêşketinên teknîkî heye. [648 uzun_bira] Herdu jî baş pê dizanin ko dinya ketiye nav heyameke nû ya guherînên welê ko her yek bi serê xwe şoreşeke mezin e. [649 uzun_bira] R. [650 uzun_bira] Xendamian li Parîsê hîn bûye ko fotograf di warê pêşketina merivahî û teknîkê de şoreşeke mezin e. [651 uzun_bira] Şoreşeke mezin li hember wext, herikîna wextê, dewr û tarîxê... Fotografek ko îro tê kişandin, sibê û dusibê jî dimîne. [652 uzun_bira] Fotografek ko li vir tê kişandin, li her aliyê dinê nemiriya xwe diparêze û didomîne. [653 uzun_bira] Ji ber vê yekê ye ko R. [654 uzun_bira] Xendamian, li ser eynî qerta danasînê, weha didomîne; »ev şoreşa mezin a pêşketinê ko sala 1839-an keşif bû, niha hatiye nik me Stembol û Kadiköyê. [655 uzun_bira] Eger hûn dixwazin, ev şoreşa li ser zimanan alîkarî li we û nasên we bike, kerem bikin... fotograf wê we bike nemir...« [656 uzun_bira] Stembolî, bi taybetî jî Kadikoyî hê nû bîr bi nemiriyê û hunera fotografê dibin. [657 uzun_bira] Ew yek bi yek, rêz bi rêz derin atolyên Servanis û R. [658 uzun_bira] Xendamian û xwe dikin nemir. [659 uzun_bira] Ew fotografên xwe nîşanî hev didin, wan mîna kitêbeke muqedes di paşilên xwe de vedişêrin û bi serbilindî, car bi car, li kopiya xwe dinihêrin. [660 uzun_bira] Şoreşa nû xwe gîhandiye Stembolê û pêl bi pêl fireh dibe. [661 uzun_bira] Meriv bi hêsanî dikare bibêje ko eger di destpêka salên 1890-an de, li hemû Kadiköyê, du kesên ko şixulê wan herî baş be hene, ew jî Thedore Servanis û Rafael Xendamian in. [662 uzun_bira] Belê, pêşnavê wan Thedore û Rafael e. [663 uzun_bira] Lê belê tu kes wan bi pêşnavê wan bi nav nake, ew monsiuer Servanis û Xendamian in. [664 uzun_bira] Atolyên wan hertim tijî ne. [665 uzun_bira] Paşa, zabit, dewlemend, nivîskar, rojnamevan, beg, jin, zarok, pîr û kal hemû tên, xwe didin hev, li hember makîna reş a ecêb rûdinin, li qulika biçûk dinihêrin û tiştekî pir nû û xweş li jiyana xwe zêde dikin; fotograf. [666 uzun_bira] Monsiuer Servanis û Xendamian hem hevalên hev in hem jî raqîbên hev. [667 uzun_bira] Bala wan pir li ser xweşî, zelalî û dewlemendiya fotografan e. [668 uzun_bira] Kî di van waran de bi ser keve, ew, bêşik dibe hoste û yekta. [669 uzun_bira] Li gora gotinan û xweşî û mezinahiya atolyê û neqşên qertên fotografan, meriv dikare bibêje ko R. [670 uzun_bira] Xendamian hîn bêtir biserketî ye. [671 uzun_bira] Li pişta qertên herduyan jî hin neqş û wêne hene. [672 uzun_bira] Li pişta qertên Servanis, stêrkeke şeşkoşe heye. [673 uzun_bira] Stêrk li herî jor e. [674 uzun_bira] Tîrêjên stêrkê bi xetên xuya ber bi jêr dibin. [675 uzun_bira] Tîrêjên ko ji zikê stêrkê derdikevin, her ko dere ji hev vediqetin û navbera wan fireh dibe. [676 uzun_bira] Ji nav tîrêjan nivîsarek bi tîpên erebî derdikeve. [677 uzun_bira] Li vir bi tîpên erebî weha hatiye nivisîn; Fotografhane-i T. [678 uzun_bira] Servanis – Kadikoy. [679 uzun_bira] Di binê vê nivîsarê de, îcar ji jêr ber bi jor, bi tîpên latînî weha hatiye nivisîn; Th. [680 uzun_bira] Servanis, Photografhe – Cadi– Keuy. [681 uzun_bira] Herçî qertên Xendamian in, li pişta wan, berî her tiştî, du zarok dixuyin. [682 uzun_bira] Zarok li hember hev in. [683 uzun_bira] Umrê wan, mîna Celadet, lawê Emîn Beg, ne zêdeyî du salan e. [684 uzun_bira] Yek ji wan tazî, yê din bi pêşgîrekî xwe dipêçe. [685 uzun_bira] Li ber zarokê tazî makîneyeke fotografê, li ser sêpiyê, heye. [686 uzun_bira] Destên zarok li ser sêpiyê, çavê wî li ser qulika makînê ye. [687 uzun_bira] Ew haziriya kişandina fotografê dike. [688 uzun_bira] Li hember wî jî, zarokê din, bi rûkenî, li kamerayê dinihêre. [689 uzun_bira] Kêfa vî zarokê pir li cîh e, wî pişta xwe daye stûneke xweş a kevnar, bi destan herdu milên pêşgîrê girtiye, piyên xwe di ser hev re birine û bi ken li hember dinihêre; sûretê wî dê, niha, li ser kaxizan derkeve, ew ê, di nav kêlîkê de bibe nemir. [690 uzun_bira] Ev herdu zarok, bi hev re, wê kurte-dema ko şoreşa nû dike nemir, dijîn. [691 uzun_bira] Doraliyê zarokan jî bi pel û gulan rapêçayî ye. [692 uzun_bira] Li ser serê zarokan jî, bi tîpên erebî yên mezin, Fotografhane-i R. [693 uzun_bira] Xendamian – Kadiköy hatiye nivisîn. [694 uzun_bira] Îcar li ber lingên zarokan jî, bi tîpên mezin û neqişkirî yên latînî û bi fransizî Photographie, Raphael Khendamian – Cadi–Keuy hatiye nivisîn. [695 uzun_bira] Ji van neqş û nivîsaran jî baş dixuye ko R. [696 uzun_bira] Xendamian hîn bêtir hosteyê karê xwe ye. [697 uzun_bira] Motîvên zarokan kêf û rehetiyekê didin, nivîsar xweş xuyane û neqişkirî ne, doralî ji bîr nebûye û lihevhatî ye. [698 uzun_bira] Di ser de jî R. [699 uzun_bira] Xendamian fotografên ko reş û spî ne, bi pênûsine taybetî xweş reng dike. [700 uzun_bira] Pêwendiya R. [701 uzun_bira] Xendamian û romana Bîra Qederê li vir dest pê dike, [702 uzun_bira] R. [703 uzun_bira] Xendamian hem fotografkêşekî hoste ye, hem jî ew dostê malbata Bedirxaniyan e. [704 uzun_bira] Ji mêj ve ye ko pêwendiya Bedirxaniyan bi ermenan re xurt e. [705 uzun_bira] Bedirxanî ermanan mîna cîran û pismamên xwe dibînin. [706 uzun_bira] Li hember ermenan, ew xwediyê germahiyeke boş in. [707 uzun_bira] Kadiköy, warê miletên têkel, niha bûye stariya kurdan û ermenan jî. [708 uzun_bira] Li wir bi qasî kurdan, ermen jî hene. [709 uzun_bira] Mala R. [710 uzun_bira] Xendamian nêzîkê qonaxa mamê Celadet Alî Şamîl Paşa ye. [711 uzun_bira] Ew qata yekemîn wekî atolye û herdu qatên din ên xênî jî wekî mal bi kar tîne. [712 uzun_bira] Fotografa duwemîn a romana Bîra Qederê ji destê R. [713 uzun_bira] Xendamian derketiye. [714 uzun_bira] Wî ew kişandiye. [715 uzun_bira] Fikra kişandina vê fotografê jî, dîsan, ya wî ye. [716 uzun_bira] Mîr Bedirxan ko binemala Bedirxaniyan navê xwe jê digirin, hem li Stembolê, hem jî di nav tixûbên fireh ên dewleta Osmanî de navdar e. [717 uzun_bira] Ew bi gotin, jiyan, kirin, serpêhatî û serhildana xwe tê nasîn. [718 uzun_bira] Li ser wî çîrok hatine gotin, stran çêbûne, pesn lêbûne. [719 uzun_bira] Difn û bîfila wî, enî û porê wî, dev û lêvên wî, poz û çengê wî, çav û birûyên wî, bal û bejna wî bûne rêzikên gewher ên dengbêj û çîrokbêjan. [720 uzun_bira] Lê belê, ne resim û wêneyek ne jî lewhe û bergehek jê maye. [721 uzun_bira] Kesî bîr nebiriye û lewheyeke wî çênekiriye. [722 uzun_bira] Kesî di salên 1850 û 60-an de fotografeke wî nekişandiye. [723 uzun_bira] Ew bi tenê bûye lehengekî navdar ê serpêhatî û destanan... Ji herkesî bêtir jî R. [724 uzun_bira] Xendamian, ji ber karê xwe, bîr bi vê kêmaniyê dibe û li ber vê kêmaniyê dikeve. [725 uzun_bira] Loma, ew car bi car ji law û keçên Mîr Bedirxan re, behsa vê kêmaniyê dike. [726 uzun_bira] Loma jî law û keçên Mîr Bedirxan, hema çi bigire her roj, derin nik cîranê xwe R. [727 uzun_bira] Xendamian û kêmaniya ko li pey bavê wan maye, bi sûretên xwe dadigirin. [728 uzun_bira] Li pey bavê wan tu sûret û wêne neman, lê qet nebe, bila ew bê sûret û wêne nerin... [729 uzun_bira] Fotografa duwemîn a romana Bîra Qederê yek ji wan fotografan e ko hingê, li ba R. [730 uzun_bira] Xendamian tê kişandin. [731 uzun_bira] Li ser fotografê du kes, jinek û mêrek, hene; Emîn Alî Bedirxan û jina wî Samîha Xanim. [732 uzun_bira] Yanê bav û diya Celadet. [733 uzun_bira] Di wê kurte-dema ko ev fotograf tê kişandin de, gelo Emîn Beg û Samîha Xanim çi difikirin, çi dijîn, çi hîs dikin, çi dibêjin? [734 uzun_bira] Bêguman e ko tu gotin, bi çi awayî dibe bila bibe, nikare wê kurte-demê ji nû ve vejîne. [735 uzun_bira] Rû û sûret, bi alîkariya kamera fotografê, ji nû ve, eynî mîna eslê xwe, tê vejandin. [736 uzun_bira] Lê ne hîs û jiyana ko mîna lehiyekê diherike... Digel vê hindê, fotografên bêzar û bêziman dikarin alîkarî li taswîr û salixdana hîs û jiyanê jî bikin. [737 uzun_bira] Di fotografa Emîn Beg û Samîha Xanimê de tiştê ko berî her tiştî bala merivan dikişîne, çavên wan in; du cot çavên reş, mezin, germ ko dikenin. [738 uzun_bira] Meriv li ser rûyê wan ken nabîne, rû bi qasî xwe cîddî ne. [739 uzun_bira] Lê çavên germ dikenin. [740 uzun_bira] Keneke kîbar, ne boq, lê bi pîvan. [741 uzun_bira] Meriv dikare ji vê kenê derxe ko hem Emîn Beg hem ji jina wî ziravbihîstiyar û diltenik in. [742 uzun_bira] Ew bi xwe bawer û têgihîştî ne. [743 uzun_bira] Ew ji jiyanê hez dikin, lê bîr bi zehmetiyên wê jî dibin. [744 uzun_bira] Di wênê de tiştê duwemîn ko hema bala merivan dikişîne, destên wan in. [745 uzun_bira] Herduyan jî destên xwe, bi awayekî serbest, danîne ser çogên xwe. [746 uzun_bira] Ew li ser du kursiyan rûniştine. [747 uzun_bira] Pişta wan rast, sîng û rûyê wan li pêş e. [748 uzun_bira] Emîn Beg serê xwe jî hinekî hildaye. [749 uzun_bira] Di destê rastê yê Emîn Beg de tomareke kaxiz heye. [750 uzun_bira] Wî herdu destên xwe jî kirine mîna gurmist û ew anîne ser herdu çogên xwe. [751 uzun_bira] Samîha Xanimê jî kêm, zêde, bi vî awayî, destên xwe danîne ser çogên xwe. [752 uzun_bira] Di destên Samîha Xanimê de cotek lepikên reş hene û di destê wê yê çepê de jî desmaleke spî heye. [753 uzun_bira] Meriv dikare bibeje ko tiştê spî yê hemû fotografê, ev destmal e. [754 uzun_bira] Ji awayê rûniştin û danîna destan, meriv têdigihê ko Emîn Beg û jina wî hînî fotografkêşanê nebûne. [755 uzun_bira] Bi gotina R. [756 uzun_bira] Xendamian, ew hê baş nebûne fotojenîk. [757 uzun_bira] Lê belê, ev awayê rûniştinê, di eynî wextê de nîşan dide ko hurmet û giramî, rêz û rêzdarî, ji bo wan, qayideyên esasî yên jiyanê ne. [758 uzun_bira] Li Stembolê, di nav Osmanî û girgirên wan de adet e, gava meriv bixwaze bi hurmet û rêzdarî rûne û vê yekê nîşan bide, hingê meriv destên xwe, bi ûsil, datîne ser çogên xwe û rûdine. [759 uzun_bira] Ji wênê jî baş dixuye, Emîn Begê ko bi terbiya rêz û rêzdarî, qedr û qîmet rabûye, bi hurmet jî dijî. [760 uzun_bira] Cil û bergên herduyan jî reş in. [761 uzun_bira] Li ser Emîn Beg taximeke kincên reş hene. [762 uzun_bira] Qumçikên çakêtê wî heta berstû girtî ne. [763 uzun_bira] Li berstû qirawatek dixuye. [764 uzun_bira] Kincên ko Emîn Beg li xwe kirine, ne ew kinc in ko herkes dikare li xwe bike. [765 uzun_bira] Ew buha ne û bi tenê kesên ko hal û wextên wan di cîh de ne û pêwendiya wan û saraya Osmanî heye dikarin li xwe bikin. [766 uzun_bira] Çaxa R. [767 uzun_bira] Xendamian, fotografkêşê bîrbir, dibêje, »Ji kincan meriv dikare derxe ka ew kes ji kîjan aliyê civata rengîn a Osmanî ye«, ew ne neheq e. [768 uzun_bira] Kinc, nîşana çîn, kom û gelên civata Osmanî ne. [769 uzun_bira] Li ser serê Emîn Beg jî kumekî ko Osmanî jê re dibêjin fes heye. [770 uzun_bira] Ev fes jî baş li kincan hatiye û hîn xweştir nîşan dide ka Emîn Beg kî ye. [771 uzun_bira] Cil û bergên Samîha Xanimê jî, ji serî heta lingan, reş in. [772 uzun_bira] Fîstanekî dirêj û reş ko heta lingan tê, lê ye. [773 uzun_bira] Jorê fîstan bi sermaleke dirêj ê reş ve hatiye pêçandin. [774 uzun_bira] Sermal ji serî heta ber çogan tê û hemû stû, mil û pî vedigire. [775 uzun_bira] Di binê sermalê de jî, dîsan reş, dolbendek heye ko ser û porê Samîha Xanimê baş radipêçe. [776 uzun_bira] Lepikên reş, reşahiya wênê temam dike. [777 uzun_bira] Meriv ji reşahî û pêçandinê fahm dike ko Samîha Xanim dilpak, hezkira mala xwe, sade û dîndar e. [778 uzun_bira] Di nav sermal û dolbendê re, tayeke porê wê yan jî ya cênikê wê naxuyê. [779 uzun_bira] Bi tenê rûyê wê yê gulover, mîna heyveronê, dibiriqe. [780 uzun_bira] Çavên wê yên reş, di bin bijangan re, li hember dinihêrin û bi germahiyeke xweş dikenin. [781 uzun_bira] Gumên wê mezin û gulover in. [782 uzun_bira] Pozê wê, li gora pozê Bedirxaniyan, pahntir e. [783 uzun_bira] Devê wê fireh, lê lêv girtî ne. [784 uzun_bira] Lêv, ne lêvên kesê ko pir dipeyive, ne. [785 uzun_bira] Samîha Xanim li kêleka mêrê xwe, bi giramî, bêdeng, çavbiken, porgirtî, rûvekirî, rûniştiye. [786 uzun_bira] Samîha Xanim, alîgir û piştgira Emîn Beg, dilsoza mala Bedirxaniyan, bi aramî û bawerî, li kamerayê dinihêre. [787 uzun_bira] Herçî Emîn Beg e, ew jî, bi bawerî û çavkenî, li kamerayê dinihêre. [788 uzun_bira] Lê di nêrîna wî de tiştekî zêde heye; maxrûrî û asalet. [789 uzun_bira] Wî serê xwe hinekî ber bi jor kiriye û li makîna fotografê dinihêre. [790 uzun_bira] Ew ji jor ve li hember xwe dinihêre. [791 uzun_bira] Wî di wê kurte-dema kişandina fotografê de jî ji bîr nekiriye ko ew, lawê Mîr Bedirxan e, lawê serokê mîrekiya Cizîra Botan û rêberê welatê Kurdistanê ye. [792 uzun_bira] Ji nêrîna wî dixuye ko ew xwediyê berpirsiyariyên mezin û zehmet e. [793 uzun_bira] Nerîna wî, nerîna serok û rêberan e. [794 uzun_bira] Kaxizên di destan de jî nîşan dide ko ew merivê heyama xwe ye, ne paşdemayî, lê pêşketî ye. [795 uzun_bira] Ew bîr bi guherînên mezin ên civakî yên cîhanê dibe û bala wî li ser şoreşên teknîkî ye. [796 uzun_bira] Heye ko loma ew di vê fotografa duwemîn a romana Bîra Qederê de dibe pardarê şoreşa ko R. [797 uzun_bira] Xendamian di qertên xwe de behs dike. [798 uzun_bira] Di welatê Osmaniyan de zû bi zû meriv rastî kesan nayê ko di destê wan de kaxiz hene. [799 uzun_bira] Bi tenê komeke biçûk a civata Osmanî bi karên kaxiz, xwendin û nivisînê rabûne. [800 uzun_bira] Ronakbîrî, lebatên çandî, edebî, hunerî û felsefî, bi tenê karê komekê ye. [801 uzun_bira] Komek ko di bin tesîra pêşketinên Awrûpayê de maye û bi Awrûpê re di nav pêwendiyeke xurt de ye. [802 uzun_bira] Kaxizên ko di destê Emîn Begê de ne, nîşan didin ko Emîn Beg jî mensûbê koma bijarte ye. [803 uzun_bira] Rûyê Emîn Beg, li gora rûyê Samîha Xanimê, dirêjtir e. [804 uzun_bira] Poz, pozê Mîr Bedirxan e; pozê beranan. [805 uzun_bira] Riya wî ko êdî spî dike, xweşiyeke taybetî dide rûyê wî. [806 uzun_bira] Rî hem asaleta nerînê temam dike hem jî germahiya çavan dineqişîne. [807 uzun_bira] Lê belê, di fotografê de cîhê hema bala merivan dikişîne, çav in. [808 uzun_bira] Meriv pêşî li çavan dinihêre, paşê çavên xwe li ser rû, beden û kincan digerîne û bi dû re dîsan li çavan vedigere. [809 uzun_bira] Çav, navenda fotografê ne. [810 uzun_bira] Çav mezin û vekirî ne; ew mîna du libên stûr ên tiriya reş dibiriqin. [811 uzun_bira] Li ser çavan ken û germahiyeke însanî dixuye. [812 uzun_bira] Lê ne bi tenê evçend, tevî ken û germahiyê, êş û nermahiyeke şexsî jî dixuye. [813 uzun_bira] Çav dipeyivin û saloxdana hîs û jiyana Emîn Beg dikin. [814 uzun_bira] Ew êş û nermahiya şexsî ko li ser çavan dixuyin, du stûnên jiyana Emîn Beg in. [815 uzun_bira] Wî çavên xwe bi wan vekirine û bi wan dijî. [816 uzun_bira] Wî çavên xwe li welatekî xerîb, li sirgûnê vekirin. [817 uzun_bira] Sal, 1851 bû. [818 uzun_bira] Sal, xedar û dijwar bû; bi ser têkçûna serhildana bavê wî Mîr Bedirxan re, bi tenê pênc sal derbas bûbûn. [819 uzun_bira] Bi dû têkçûna serhildanê re, bavê wî, dê û dêmariyên wî, mam û metên wî, kek û etên wî, hemû kesên malbata Mîr Bedirxan, zaro û zêç, kal û pîr, ji welatê Cizîra Botanê hatin bidûrxistin. [820 uzun_bira] Rûyê wan ber bi welatên nenas û xerîb hate zivirîn. [821 uzun_bira] Mîr Bedirxanê ko ji bo heyîn û hebûna welatê xwe serî hildabû ji welatê xwe bûbû. [822 uzun_bira] Ew pêşî li Stembolê hatin bicîhkirin, paşê jî Mîr Bedirxan sirgûnî girava Girîtê bû, dan û standina wî bi hemû dinê re hate birîn û vegera wî ya welêt hate qedexekirin. [823 uzun_bira] Emîn Beg, lawê mîrê kurdan, çavên xwe, rojek ji rojên zivistana Zerya Spî ya bi ba û baran, ji welatê bav û kalan pir bi dûr, li girava tenê û bêkes, li dinyayê vekir. [824 uzun_bira] Xerîbiya welatên nenas û hesreta welatê bav û kalan ji roja bûyinê ve mohra xwe li jiyana wî xist. [825 uzun_bira] Jiyana wî bi xerîbî û hesretê hate rapêçandin. [826 uzun_bira] Ew êş û nermahiya ko li ser çavan in, meriv dikare bibêje, xerîbî û hesret e. [827 uzun_bira] Cecoyê min, kurê min, ew êş û nermahiya ko ji çavên bavê te dixuye, meriv dikare bibêje, xerîbî û hesret e. [828 uzun_bira] Tu hê pê nizanî, derdên xerîbî û hesretê dijwar in. [829 uzun_bira] Samîha Xanim lawên xwe Celadet û Kamuran li kêleka xwe dane rûniştin, li pêlên Zerya Marmarayê dinihêre û ji zarokan re behsa bav û kalikê wan dike. [830 uzun_bira] Ji salan 1898 e. [831 uzun_bira] Celadet ketiye sala pêncan, birayê wî yê biçûk ko du sal bi dû wî re hatiye dinê, nû ketiye sala sisiyan. [832 uzun_bira] Birayekî wan ê din jî nû hatiye dinê; Hîkmet. [833 uzun_bira] Dinya havîn e, esman çîk sayî ye. [834 uzun_bira] Hawirdor di nav hêşînahiyeke gelek xweş de ye. [835 uzun_bira] Zerya Marmarayê, hêdîka, xwe dilivîne û pêlên xwe yên spî û qels, bi zehmetî, radigihîne qiraxa avê. [836 uzun_bira] Li ser ava ko mîna cawekî hewreşîmî dixuye, keştî, bot û qayik giran giran digerin. [837 uzun_bira] Ji dûr ve keştiyeke dûkelî yê mezin dûyê xwe berdide û avê diqelişîne, dere. [838 uzun_bira] Samîha Xanim, tevî lawên xwe û du cêriyan, li Büyükada, girava havîngeha malbata Bedirxaniyan e. [839 uzun_bira] Li Büyükadayê, li milê bakur, li ber quntara girê Îsa ko tirk jê re dibêjin Îsa Tepesi, du xaniyên havîngeh ên malbata Bedirxaniyan hene. [840 uzun_bira] Herdu xanî jî mîna hev, lê ji hevûdu hinekî dûr in. [841 uzun_bira] Ew bi du qatan, ji ber û keviran lêbûne û bi siwaxeke spî hatine siwaxkirin. [842 uzun_bira] Xanî fireh in, lê bêguman ew têrî malbata mezin a Bedirxaniyan nakin. [843 uzun_bira] Loma jî endamên malbatê bi dorê tên Büyükadayê. [844 uzun_bira] Büyükada, xweştirîn havîngeha Stembolê, lûlûya Marmarayê, warê duwemîn ê Bedirxaniyan e. [845 uzun_bira] Ew bi hêsanî xwe radigihînin Büyükadayê. [846 uzun_bira] Jixwe Kadiköy û Büyükada ne zêde dûrî hev in. [847 uzun_bira] Ji lengergeha Kadiköyê, bi keştiyê, di bîskekê de, meriv xwe digihîne Büyükadayê. [848 uzun_bira] Loma jî endamên malbatê kengê bixwazin, hingê derin Büyükadayê. [849 uzun_bira] Büyükada û çend giravên din, mîna yaqûdên zumrudî, gewriya Zerya Marmarayê dineqişînin. [850 uzun_bira] Giravên Kinali, Burgaz, Kaşik, Heybeli, Büyükada, Pide, Tavşan û Sedefê bûne cîhê starê, cîhê bîhnvedan û îstirehetê. [851 uzun_bira] Stembola kevnare, Konstantinopolisa cîhana xiristiyanan, navenda tevgera ronakbîrî û çandî ya dewleta Osmanî êdî roj bi roj teng dibe. [852 uzun_bira] Ji her aliyên tixûbên bêser û bêber ên Osmanî, ji her milet û gelî, bi hezaran kes tên li Stembolê bi cîh dibin. [853 uzun_bira] Stembol, payitextê dewleta Osmanî êdî ji kargerînendeyên dewletê re biçûk tê. [854 uzun_bira] Ew xwe davêjin cîhê havingeh û seyrangehan. [855 uzun_bira] Girav, bi av, plaj, çem, rûbar, ger, hêşinahî, daristan, bax, baxçe, rez, gelî û girên xwe, bûne koşeyekî bihuştê. [856 uzun_bira] Bi taybetî jî Büyükada. [857 uzun_bira] Büyükada, girava kulîlkan e. [858 uzun_bira] Sal donzdeh meh girav bi rengên gul, binevş, şîlan, nîlufer, sosin, nêrgiz, qerenfîl, berbiro, gulale û beybûnê dixemile. [859 uzun_bira] Rengek winda dibe, yekî nû tê dewsê. [860 uzun_bira] Büyükada, girava rengên dewlemend e. [861 uzun_bira] Girav hemû zerya direngîne. [862 uzun_bira] Rûniştevanên giravê yên esasî, hema çi bigire hemû, masîvan in. [863 uzun_bira] Ew adet û ûsilên hezar salan, ji dem û dewrên Bîzansê, didomînin. [864 uzun_bira] Ew ji zeryayê werdigirin û dîsan didinê. [865 uzun_bira] Büyükada, girava tarîxî, bi qasî ko havîngeh e, ew parêzgeh e jî. [866 uzun_bira] Ew, di nav zerya de, adet û ûsilên kevnare, li hember wext, dewr û dewranê diparêze. [867 uzun_bira] Xaniyê ko Samîha Xanim û lawên wê tê de ne, li kêleka avê, li ser kaşekî, ava bûye. [868 uzun_bira] Wî pişta xwe daye girê Îsa. [869 uzun_bira] Li dora xênî darên spîndar û bî hene. [870 uzun_bira] Şaneşîneke fireh û dirêj a xênî heye. [871 uzun_bira] Dora şaneşînê bi caxên textîn rapêçaye û ji şaneşînê hemû Marmara bi rengê xwe yê yaqûdî li ber lingan e. [872 uzun_bira] Li herdu koşeyên şaneşînê du mêwên stûr ên tirî hene. [873 uzun_bira] Qurnên mêwan fireh in û ta û çiqilên wan, mîna banekê, hemû jorê şaneşînê dagirtiye. [874 uzun_bira] Mêw mîna holikekê, bi dûzan, taldeyekê dide şaneşînê. [875 uzun_bira] Çaxa dinya germ û xweş e, şêniyên xênî li wir rûdinin. [876 uzun_bira] Samîha Xanim û lawên wê Celadet û Kamuran li wir, li ser cilên raxistî rûniştine. [877 uzun_bira] Dinya çikronî ye, danê sibê hêdî hêdî diqulipe ser danê êvarê. [878 uzun_bira] Celadet ko pir zû mezin dibe, niha ketiye heyama xwe ya pirsiyaran. [879 uzun_bira] Ew her tiştî merak dike, her tiştî dipirse, dixwaze her tiştî bizanibe. [880 uzun_bira] – Yadê, ka kekê min Sureya li ko ye? [881 uzun_bira] Yadê, em çima narin Cizîra Bota? [882 uzun_bira] Yadê, em çima li malê bi tirkî napeyivin? [883 uzun_bira] Yadê, çima çavên bavê min carina kelgirî dibin? [884 uzun_bira] Yadê, ez dikarim hilkişim ser vê darê û xwe jê bavêjim? [885 uzun_bira] Yadê, leglega ko bebîş Hîkmet anî, çû ku? [886 uzun_bira] Yadê, çima mam û metên min evçend pir in?.. [887 uzun_bira] Samîha Xanim jî hêdî hêdî bersîva wî dide. [888 uzun_bira] Ne bi tenê Samîha Xanim, lê Emîn Beg, cariyên malê, ap û met jî bersîva pirsên Celadet didin. [889 uzun_bira] Pirs pir in, têra hemûyan dikin. [890 uzun_bira] Bêguman pirsên min nayên bîra min. [891 uzun_bira] Piştî demek pir dirêj, bi alîkariya feylesofên almanî, ez hîn bûm ko pirs û pirsiyar lehiya ava zelal e. [892 uzun_bira] Lehî hertim, pihêt, diherike. [893 uzun_bira] Ava zelal û paqij dibiriqe. [894 uzun_bira] Lê gava lehî bi kar were, ew hêja ye. [895 uzun_bira] Gava meriv bikaribe ji quwet, zelalî û paqijiya wê destketî bibe, ew giranbiha ye. [896 uzun_bira] Pirs jî, gava bersîv hebin, hêja ne. [897 uzun_bira] Gava bersîv hebe, pirs dibin lehiya ava zelal û diherike. [898 uzun_bira] Ez bawer im ko Yadê bîr bi vê yekê dibir. [899 uzun_bira] Me jê çi jî bipirsiya, wê bi aramî û pir sakîn bersîva me dida. [900 uzun_bira] Wê dixwest pirsên me biqulibîne ser lehiya ava zelal. [901 uzun_bira] Ew havîna ko tu niha behs dikî, mîna xewnekê tê bîra min. [902 uzun_bira] Sûretên wê havînê li pey mij û dûmana umrekî dirêj û westiyayî ne. [903 uzun_bira] Lê paşê Yadê ji min re, bi kitekit, gotibû; wê havînê ez derketibûm ser wê çardaxa ko tu behs dikî. [904 uzun_bira] Min bi gotina xwe kiribû, ji ser çardaxê re jî min li Marmarayê nihêrîbû. [905 uzun_bira] Ez çiqas li wir mabûm, min li wir çi kiribû? [906 uzun_bira] Kes bi vê yekê nizane. [907 uzun_bira] Lê çaxa ez daketime jêr, ew bûyera ko hemû malê her qal dikir, diqewime; ez ji jêr heta jor diqelişim. [908 uzun_bira] Belê, te çewt nebihîst, ez diqelişim. [909 uzun_bira] Gava ez xwe bera jêr didim. [910 uzun_bira] Ez rastî koşeyekî tûj ê stûna hesinî yê ko qurnê mêwê pê hatiye girêdan, têm û ji nav şeqan heta ber sîngê diqelişim. [911 uzun_bira] Çîroka vê bûyerê ko şopên wê her û her li ser bedena min diyar bûn, dirêj e. [912 uzun_bira] Ez serê te neêşînim, lê, li gora gotina Yadê, ez ji mirinê xelas dibim, çend car, çend gavan ber bi aliyê mirinê jî davêjim, lê bi dû re jê vedigerim. [913 uzun_bira] Vegera min kêfa bav û diya min û hemû malbatê tîne. [914 uzun_bira] Lê bîrînên min jî zêde dibin; li birînên serê min ko ji roja hatina dinê yadîgarî min bûne, birînên berzik, zik û bersîngê jî zêde dibin. [915 uzun_bira] Wê havînê, li Büyükadayê, ez ji bêgaviyê dibim hevalê cîh û nivînan. [916 uzun_bira] Pirsiyarên min jî hingê hîn pirtir dibin. [917 uzun_bira] Pirs li ser pirs, gotin li ser gotin... Yadêya reben... kî dizane wê ji ber pirsên min ên hîç û pûç çi kişandiye û çiqas hewl daye ko wan biqulibîne ser lehiyeke xurt, zelal û delal... [918 uzun_bira] Celadet û Kamuran li herdu aliyên Samîha Xanimê rûniştine. [919 uzun_bira] Kamuran li ber çogê wê ye. [920 uzun_bira] Siniyeke fireh a zebeşekî sor ê hûrkirî li ber wan e. [921 uzun_bira] Samîha Xanim perçeyekî biçûk dide Kamuran, destê xwe yê din di ser porê wî re dibe û gotina xwe didomîne, [922 uzun_bira] – Cecoyê min, çavreşê min, ez li ber destê dapîra te û li mala Bedirxanpaşazadeyan mezin bûm. [923 uzun_bira] Ez wan baş nas dikim. [924 uzun_bira] Evîn û hesreta welatê Kurdistanê bûye kozeke agir û ketiye dilê wan. [925 uzun_bira] Nemaze evîn û hesreta bavê we... Ew lawê mîrê mezin Bedirxan Beg e û îro jî mezinê malbata mezin a Bedirxan Beg e. [926 uzun_bira] Jê gelek tişt tên xwestin. [927 uzun_bira] Celadet li diya xwe guhdarî dike û zebeşê ber xwe dixwe. [928 uzun_bira] Ew perçeyekî biçûk dixe devê xwe û perçeyekî biçûk jî, piştî ko dendikên wî jê derdixe, dide destê Kamuran. [929 uzun_bira] Kamuran perçe dixe nav lepê xwe û ew jî wî dide diya xwe. [930 uzun_bira] Samîha Xanim û Celadet dikenin. [931 uzun_bira] Samîha Xanim serê Kamuran maç dike û jê re dibêje; [932 uzun_bira] – Eferim kurê min, ji niha ve tu nîşan didî ko tu neviyê Mîr Bedirxan î. [933 uzun_bira] Comerdiya wî bi te re heye. [934 uzun_bira] Eferim, Kamoyê min, eferim. [935 uzun_bira] Celadet hinekî din nezîkî diya xwe dibe û dîsan jê dipirse, [936 uzun_bira] -Yadê, çavên min jî, mîna yên Bavo, reş in? [937 uzun_bira] Çima rîha wî heye û rîha min tune? [938 uzun_bira] Yadê, tu dê ji min re ji kincên bavo bidî dirûn? [939 uzun_bira] Kincên Bavo pir spehî ne... [940 uzun_bira] Bavo, kincên te pir spehî ne, gava ez mezin bim, ez ê jî kincên te li xwe bikim. [941 uzun_bira] Emîn Beg bi gotina lawê xwe Celadet dikene. [942 uzun_bira] Wî herçar lawên xwe, Sureya, Celadet, Kamuran û Hîkmet dane dora xwe û bi hev re li çayxana seyrangeha Modayê rûniştine. [943 uzun_bira] Emîn Beg û lawên wî Sureya û Celadet çay, Kamuran û Hîkmet jî leymonata vedixwin. [944 uzun_bira] Murebiya zarokan Madam Stella jî bi wan re ye. [945 uzun_bira] Sal ber bi 1900–an dere. [946 uzun_bira] Ji 1900-î re hê şeş meh hene. [947 uzun_bira] Wext mîna avê diherike. [948 uzun_bira] Celadet hinekî din mezin bûye. [949 uzun_bira] Kamuran bi tirkiyeke wisan xweş dipeyive ko mezin diheyirin. [950 uzun_bira] Hîkmet, bi lez û bez, li dora xwe çerx dibe. [951 uzun_bira] Herçî Sureya ye, simbêlên wî êdî reş dikin. [952 uzun_bira] Seyrangeha Modayê ko Osmanî jê re dibêjin Moda Çayiri, cîhekî ji cîhên herî xweş ên Stembolê ye. [953 uzun_bira] Moda Çayiri ji qonaxa Bedrî Paşa hinekî bi dûr, li ser çend giran, bi dar û ber tijî, li peravên Marmarayê, bihuşteke bira ye. [954 uzun_bira] Ew di navbera Moda Biçûk û Moda Mezin de, lê bêtir nêzîkî Moda Mezin e. [955 uzun_bira] Moda Çayiri, nemaza bihar û havînan, dibe seyrangeheke yekta. [956 uzun_bira] Hingê her der di nav hêşînahiyeke bêpayan de ye. [957 uzun_bira] Gul û kulîlk bi rengên xwe yên cuda hemû hawirdor dixemilînin. [958 uzun_bira] Ji ser daran dengê bilbil û şalûran tê. [959 uzun_bira] Dengê ava coyên biçûk li dengên çûk û teyran zêde dibe. [960 uzun_bira] Li seyrangehê çend çayxanên havînê hene ko hertim tijî ne. [961 uzun_bira] Ji çayxanan, Marmara mîna xweştirîn bergeha cîhanê dixuye. [962 uzun_bira] Rojên îniyan, çaxa ko xelk ji kar û şixulên xwe vala ne, ew pêl bi pêl tên seyrangehê. [963 uzun_bira] Hingê, rojên îniyan, ne îşê aqil e ko meriv were seyrangehê. [964 uzun_bira] Lê niha, di vê roja sêşemiyê de, seyrangeh û çayxane hinekî sakîntir e. [965 uzun_bira] Emîn Beg merivekî bi qayide ye. [966 uzun_bira] Wî gelek tişt ji xwe re kirine adet. [967 uzun_bira] Ew divê her roj îşligekî paqij li xwe ke, her roj serê sibê bi meqes û mûçikê simbêl û riya xwe çêke, bi xwarina firavînê re li rojnama Icmal-î Ahval binihêre, ken û henekên ko dibîse yan jî tên bîrê di defterekê de binivîse, heftê carekê hin bira û xwişkên xwe yên ko li Stembolê dijîn ziyaret bike, heftê carekê êvarekê yan jî danekî lawên xwe li dora xwe bicivîne û bi wan re bipeyive, ders û şîretan bide wan û bi wan re bi kurdî bipeyive... [968 uzun_bira] Hatina seyrangeha Modayê jî yek ji adetan e. [969 uzun_bira] Gava dinya bihar yan jî havîn be, her çaxa ko ew tê serdana birayê xwe Bedrî Paşa, ew tê seyrangehê jî û du qedeh çay vedixwe. [970 uzun_bira] Îcar wî zarok û murebiya wan Madam Stella jî bi xwe re birin mala Bedrî Paşa, cîhê ko Celadet lê hate dinê. [971 uzun_bira] Sebebê çûyinê jî tiştekî pir pîroz bû; birayê wan Mîthed, li Misirê, rojnama kurdan a yekemîn Kurdistan derxistibû. [972 uzun_bira] Gerçî wan bihîstibûn ko rojnamê dest bi weşanê kiribû, lê wan rojname bi xwe nedîtibû. [973 uzun_bira] Rojekê berê, serê sibê, dostekî wan ê malbatê ko bi keştiyê ji Kahîrê, Misirê hatibû, du nusxeyên rojnamê bi xwe re anîbûn û ew dabûn Emîn Begê. [974 uzun_bira] Dostê Emîn Beg hatibû Kiziltoprakê, mala wan. [975 uzun_bira] Gava Emîn Beg rojname dîtibû, ji kêfan, hêstir ketibûn çavên wî. [976 uzun_bira] Mîna ko ji wan re zarokekî nû çêbe, eynî welê, Emîn Beg, bêpayan, kêf kiribû. [977 uzun_bira] Wî dostê xwe, ji kêfan, hembêz kiribû, ew dabû rûniştin û di bîskekê de hemû rojname xwendibû. [978 uzun_bira] Ne bi tenê carek jî, du caran. [979 uzun_bira] Ew bûbûn xwediyê rojnameyekê. [980 uzun_bira] Kurd êdî ketibûn defteran. [981 uzun_bira] Navê Kurdistanê bûbû navê rojnama birayê wî. [982 uzun_bira] Navê welatê kurdan wê êdî li ser lêvan bûya. [983 uzun_bira] Xewn û xwestekên wan êdî bi cîh dihatin... Wî ji dostê xwe hal û hewalê birayê xwe yê biçûk Mîthed pirsîbû, li ser rewşa rojnamê jê agahî wergirtibû. [984 uzun_bira] Wan bi hev re firavîn jî xwaribûn û piştî firavînê wî bang zarokên xwe kiribûn û ew bi hev re, bi faytonekê, ber bi qonaxa Bedrî Paşa, ketibûn rê. [985 uzun_bira] Wê şevê ew li qonaxê mabûn. [986 uzun_bira] Birayên Emîn Beg ên din Alî Şamîl Paşa, Evdirrehman, Zubeyir, Husên, Mistefa, Kamil, Mirat û biraziyê wan, lawê Necîb Paşa Avdurrezak jî hatibûn qonaxê. [987 uzun_bira] Ew bi birayê xwe Mîthed serbilind bûn. [988 uzun_bira] Belê, Mîthed li ser şopa bavê wan Mîr Bedirxan bû. [989 uzun_bira] Wî kurd kiribûn xwediyê rojnameyeke kurdî û mîllî. [990 uzun_bira] Li ser rûpela yekemîn a rojnamê bi tîpên reş û mezin Kurdistan hatibû nivisîn. [991 uzun_bira] Di binî de jî bi tarîxa Hicrî 1315 hatibû nivisîn. [992 uzun_bira] Li kêlekê jî weha hatibû nivisîn; »Heçî kaxizek vê rêke, divê rêket Misirê ser navê xweyiyê vê cerîdeyê lawê Bedirxan Paşa Mîqdad Mîthed Begê... Her car du hezar cerîdeya bêpere ez ê rêkim Kurdistanê, de bidin xelkê... pazde roja carekê têt nivîsandin.« Rojnameyê bi »Bîsmîllahîrrehmanîrrehîm« dest bi nivîsê dikir. [993 uzun_bira] Di rûpela dawîn de jî, »Li Misrê Metbeet El-Hîlal de tebî- bîye« hatibû nivisîn. [994 uzun_bira] Wan wê şevê heta destê sibê rojnama xwe û serfiraziya birayê xwe Mîthed pîroz kiribûn û li ser halê malbatê û kurdan peyivîbûn. [995 uzun_bira] Dotira rojê, piştî nîvroyê jî, Emîn Beg zarok wergirtibûn û hatibû seyrangeha Modayê. [996 uzun_bira] Bask tune bûn ko Emîn Beg bi wan bifire. [997 uzun_bira] Li hemû dinê, merivê herî mesûd û bextiyar niha ew e. [998 uzun_bira] Ew seriyekî şekir dixe nav qedeha çayê, bi kevçî çayê tev dide, jê qultekê vedixwe û li zarokên xwe dinihêre. [999 uzun_bira] Ev çaya diduyan e ko ew vedixwe. [1000 uzun_bira] Madam Stella alîkarî li Hîkmet dike da ko ew lîmonata xwe vexwe. [1001 uzun_bira] Rojnama Kurdistan-ê, vekirî, li kêleka qedeha Emîn Begê, li ser masê ye. [1002 uzun_bira] Danê êvara Modayê bi aramî dadikeve. [1003 uzun_bira] Aso bi sorahiyeke vekirî hatiye neqişandin. [1004 uzun_bira] Tîrêjên jar ên tavê li ser ava paqij a Marmarayê dikenin. [1005 uzun_bira] Ji doraliyên coyên avê, niha, dengê beqan jî tê. [1006 uzun_bira] Sureya ko bi qelafetê xwe êdî ne kêmî bavê xwe ye, li kêleka bavê xwe rûniştî, li dara mezin û qehîm a çinarê ko ew li binî rûniştine, dinihêre. [1007 uzun_bira] Dara bedew hêlîna çivîkan e, jê dengên ewçend xweş tên ko meriv pê mest dibe. [1008 uzun_bira] Celadet, bi heyranî, li çavên bavê xwe dinihêre. [1009 uzun_bira] Kamuran, pantolên kin li lingan, li ser kursiyê rûniştî, lingên xwe ba dide û lîmonata xwe vedixwe. [1010 uzun_bira] Emîn Beg çend qultên din ji çaya xwe vedixwe û rojnama li ber xwe dixe destê xwe. [1011 uzun_bira] Ew carek li rojnamê, carek jî li Celadet û Sureya dinihêre û bi ken dibêje; [1012 uzun_bira] – Sureya û Celadetê min, lê guhdarî bikin, binihêrin ka mamê we yê zîrek, bi zimanê xwe yê spehî, çi dinivîse. [1013 uzun_bira] Bi gotina xwe jî, ew rûpela duwemîn vedike û bi dengê xwe yê gur dest bi xwendinê dike; »Gelî mîr û axano! [1014 uzun_bira] Gunehê zarûyên we wê stûyê we be. [1015 uzun_bira] Ûn jî zarûyên xwe rêkin bidin xwendin. [1016 uzun_bira] Dewlemendên we bila gunda de mekteba çêkin, riya Xwedê de xêra bikin... Gelî mîr û axa û Kurmancno! [1017 uzun_bira] Dinya zane kurd camêr in. [1018 uzun_bira] Lê vê zemanê ha de şer bi camêrî tenê nabitin... Hekî we guh neda van nesîhetên min, hekî dîsa hûn şivanî û rêncberiyê tenê bikin, zemanek hindik de Kurdistan wê yekcar xira be...« [1019 uzun_bira] Xwendin bi vî terhî demekê dewam dike. [1020 uzun_bira] Ji xwendin û dengê Emîn Begê fahm dibe ko ew kêfxweş e. [1021 uzun_bira] Serê Sureya ber bi jor, ber bi dara çinarê ye. [1022 uzun_bira] Celadet, bi dîqet li bavê xwe û xwendina wî dinihêre. [1023 uzun_bira] Piştî ko Emîn Beg xwendina xwe diqedîne, ew bi ken, yek bi yek, li zarokên xwe dinihêre. [1024 uzun_bira] Ev zarok heyina wî, rûmet û pêşeroja wî ne. [1025 uzun_bira] Ev ê bidin ser şopa bav û kalan û mirazên bav û kalan bi cîh bînin. [1026 uzun_bira] Loma jî ew divê bixwînin, perwerde bibin, têbigihên, jîr û zana bin, desthilat û bîrbir bin, welatevîndar û bîrewer bin. [1027 uzun_bira] Ew çaya li ber xwe vedixwe û wê diqedîne û paşê jî li Celadet vedigere û dibêje; [1028 uzun_bira] – Ceco, kurê min, li min guhdarî bike, ez, bi qewlê mêrê qenc, soz didim te. [1029 uzun_bira] Eger tu jî mîna mamê xwe Mîthed jîr bî û di rojên bê de mîna mamê xwe rojnameyeke weha bijarte derxînî û serê me pê bilind bikî, ez ê ji te re ne taximek, lê çend taxim kincên ji yên min jî xweşiktir bikirim. [1030 uzun_bira] – Bavo, ez ê derxim, tu dê bibînî, ez ê cerîdeyeke pir spehî derxim. [1031 uzun_bira] Belê, rast e, min hingê weha got... Qewl û soz mîna tovan in. [1032 uzun_bira] Meriv wan di zikê dewr û dewranê de diçîne da ko ew di pêşerojê de hêşîn werin. [1033 uzun_bira] Lê herwekî ko ji tov re ax, av, tav, germahî û hewa divê, ji qewl û sozan re jî rûmet, xebat, sebat, lêgerîn, xîret û evîn divê. [1034 uzun_bira] Di ser her tiştî re jî evîn. [1035 uzun_bira] Evîn reh e. [1036 uzun_bira] Evîn ruh e. [1037 uzun_bira] Tov li ser rehan hêşîn tê. [1038 uzun_bira] Ma heta tov xwe bi rehan bernede nav kûrahiyên axê, ew dikare bibişkove, zîl bide û bejn bavêje?.. Min jî, bi evîna ko ez ji mala xwe, bav û diya xwe hîn bûbûm, soz da bavê xwe ko ez rojnameyeke spehî, mîna rojnama mamê xwe, biweşînim. [1039 uzun_bira] Ez bûm rojnamevan. [1040 uzun_bira] Min rojname jî derxist û ne bi tenê yek, dudo. [1041 uzun_bira] Ez nizanim ka ew di hêjahiya rojnama mamê min de ne, lê min bi aşq û evîn ew derxistin û yadîgarî miletê xwe kirin. [1042 uzun_bira] Gava umrê min hinekî mezin bû û min êdî bîr bi çerxa gerdûnê û qesta felekê bir, bavê min ji min re çend taxim kinc dan dirûn. [1043 uzun_bira] Lê bêyî ko ew rojnamên min bibîne... Belê, wî rojnamên min nedîtin. [1044 uzun_bira] Gava her hejmareke rojnamên min derdiketin, min jî mîna bavê xwe hejmara nû vedikir, rûpel bi hêdîka diqulipandin û ez, bi dengekî berz, difikirîm û min digot, »Xwezî niha bavo vê hejmarê bidîta.« Mixabin, wî ew nedîtin. [1045 uzun_bira] Mixabin ko wî ew nedîtin, lawên Mîrê me yê gorbehîşt niha bûne paşa, wezîr, aqilmend, zabit, muteserif û ew karê dewletê digerînin. [1046 uzun_bira] Ew li ser lêvan in, herkes qala wan dike, bi hezaran, sed hezaran kes bi navê wan sond dixwe. [1047 uzun_bira] Lê gelek heyf ko Mîr Bedirxan ew nedîtin... Ma ez çi bibêjim, xwezî we kalikê xwe bidîta! [1048 uzun_bira] Amojna Sitî, bi axîn bîhna xwe berdide û weha dipeyive. [1049 uzun_bira] Pêwendiya Amojna Sitî û romana Bîra Qederê li ser zimanê romanê ye. [1050 uzun_bira] Celadet Beg dixwest romana xwe bi kurdî binivîsiya. [1051 uzun_bira] Romana Bîra Qederê bi kurdî tê nivisîn. [1052 uzun_bira] Eger meriv li reh û sebebên vê yekê bigere, meriv divê xwe bi Amojna Sitî bigihîne. [1053 uzun_bira] Amojna Sitî, dilgira malbata Bedirxaniyan, zarşêrîna zarokan û çîrokbêja meclîsan e. [1054 uzun_bira] Ew ji dem û dewra Mîr Bedirxan maye. [1055 uzun_bira] Bav û diya wê li qesra Mîr Bedirxan, mîna seyis û berdestên mîr jiyane. [1056 uzun_bira] Ew botî û kurdên êzîdî bûne. [1057 uzun_bira] Bavê Amojna Sitî di serhildana mîr de jî hertim li ba mîr bûye. [1058 uzun_bira] Gava serhildanê ji aliyê Osmaniyan şikest xwariye û mîr mecbûr bûye ko xwe vekişîne keleha Erûhê, bav, dê û Amojna Sitî jî pê re bûne. [1059 uzun_bira] Umrê Amojna Sitî hingê 7-8 sal bûye. [1060 uzun_bira] Bi dû serîhildanê re jî sirgûn û koç hatiye. [1061 uzun_bira] Hemû malbat, tevî herkesî, ji Cizîra Botan hatiye bi dûr xistin. [1062 uzun_bira] Hingê ew jî, bavê Amojna Sitî Apê Xelef, diya wê Gulîzer û ew bi xwe, ketine ser riya welatê xerîbiyê. [1063 uzun_bira] Sala 1846-an, bi hespan û di bin çavdêriya ordiya Osmaniyan de, piştî rêwîtiyeke çend mehan, ew gihîştine bajarê Zerya Reş, Samsûnê. [1064 uzun_bira] Ji wir jî, ew bi keştiyeke mezin, ji zeryayê, çûne Stembolê, payitextê dewleta Osmanî. [1065 uzun_bira] Roj û mehên wan ên Stembolê pir dijwar bûne; Mîr Bedirxan, çar jinên wî û sê zarokên wî ji wan tên veqetandin û ew li koşkeke biçûk tên bicîhkirin, lê yên mayî hemû qor bi qor di nezareta Zaptiyê de hepis dibin. [1066 uzun_bira] Ro û tav li wan dibe heram, nan û ava wan tê birîn, dinya li wan dibe zîndan. [1067 uzun_bira] Bi dû zîndana Zaptiyê re, ew dîsan, bi keştiyeke mezin ber bi girava yewnanî Girîtê tên şandin. [1068 uzun_bira] Mîr Bedir Xan, çar jin û sê zarokên wî û malbatê, tevî Apê Xelef û mala wî, li bajarê Xaniyayê tên bicîhkirin. [1069 uzun_bira] Lê belê Osmanî malbat perçe dikin û gelek endamên malbatê jî li Stembolê, li aliyê Anatoliyê, Kadiköyê tên bicîhkirin. [1070 uzun_bira] Amojna Sitî heta sala 1862-an jî li Girîtê dijî. [1071 uzun_bira] Piştî ko bavê wê wefat dike û diya wê jî tevî Mîr Bedirxan dere Şamê, ew jî tevî hin endamên malbata Bedirxaniyan, tê Stembolê û li ba Bedirxaniyan bi cîh dibe. [1072 uzun_bira] Rojekê li vê malê, rojekê li wê malê, di navbera malên Bedirxanan de, ew porê xwe spî dike. [1073 uzun_bira] Hemû zarokên malbatê ko li Stembolê tên dinê, ji ber destê Amojna Sitî derbas dibin. [1074 uzun_bira] Amojna Sitî kûpa gotinên kurdî ye, gencîneya stran, dîlan, çîrok, çîrçîrok, methelok û mamikên kurdan e. [1075 uzun_bira] Ew şahîda tarîxa malbatê û serpêhatiya Mîr Bedirxan e. [1076 uzun_bira] Ew rû û zimanê adet û ûsilên kurdî ye. [1077 uzun_bira] Ew dengbêj û çîrokbêj e. [1078 uzun_bira] Serpêhatiya Mîr Bedirxan, sirgûna wan, salên Xaniyayê, deşt û zozanên welatê kurdan, çemên Dijle û Firatê, çiyayên Cûdî û Herekolê, şikeftên spehî û xweşbergeh, jiyana eşîrî û koçerî ya welêt... ev hemû bi zimanê Amojna Sitî dibin lehîyeke zelal û diherikin, dibin berfendeyeke spî û hawirdor vedigirin, dibin destaneke bêdawîn û mêjiyê guhdaran dineqişînin. [1079 uzun_bira] Ma meriv li welatê xerîbiyê, li Stembolê dikare ji Amojna Sitî çêtir mamostayeke hêja bibîne? [1080 uzun_bira] Ma kî dikare ji wê çêtir zimanê bav û kalan, kurdiya welêt hînî zarokan bike? [1081 uzun_bira] Digel ko Amojna Sitî nêzîkî çil salan li Stembolê, di nav navenda zimanê Osmanî de jiyaye, ew hê jî bi gotineke tirkî nizane. [1082 uzun_bira] Mîna ko ew ne li dinya îro, lê ya do dijî. [1083 uzun_bira] Bedena wê li Stembolê, lê bîr û heşê wê li welatê zarokiya wê ye; welatê salên zarokiyê bihuşteke rastîn û nemir e. [1084 uzun_bira] Ew gorîcana Malbata Bedirxaniyan, pîrika zarokên wan e. [1085 uzun_bira] Zarokên Bedirxanî, ji kijan bav û diyê dibin bila bibin, ew hemû nevî û torinên wê ne. [1086 uzun_bira] Niha jî, di vê roja xweş a payiza 1902-an de, ew li Kiziltoprakê, li mala Emîn Begê, li nik torinên xwe Celadet, Kamuran, Hîkmet, Tewfîk û Safter e. [1087 uzun_bira] Belê, niha Tewfîk û Safter jî hene. [1088 uzun_bira] Hejmara lawên Emîn Alî Bedirxan gihîştiye şeşan. [1089 uzun_bira] Lawê herî biçûk Safter, bi gotina Amojna Sitî, çilkeke zêr e, melayikekî bêbask e, ronahî û çira mala Emîn Beg e. [1090 uzun_bira] Tu dizanî, her mirov cîhaneke xweser e. [1091 uzun_bira] Her mirov, tevî jîn, serpêhatî, tecrube, hîs û pejnên xwe, hêjayî cîhanekê ye. [1092 uzun_bira] Nasîna mirovekî, keşfkirina cîhaneke nû ye. [1093 uzun_bira] Lê nasîna Amojna Sitî, keşfkirina sed cîhanan bû. [1094 uzun_bira] Di umrê wê yê keserkûr de sed cîhan gihabûn hev; cîhana bedew a zimanê kurdî, cîhana spehî ya mîrekiya bapîrê min Mîr Bedirxan, cîhana kambax a xerîbiyê... cîhan dikarin weha heta û heta dirêj bin. [1095 uzun_bira] Min tahma zimanê kurdî ji gotinên wê wergirt, hest û heyecana stran û çîrokan, hez û evîna welatê Cizîra Botan ji çîrokên wê yên ko şevên dirêj ên zivistanan têrî nedikirin, wergirt. [1096 uzun_bira] Amojna Sitî meşaleyek bû ko li mala me û li malên mam û metên min ronahî direşand. [1097 uzun_bira] Di wan rojan de ko tu niha qal dikî, min û birayê xwe Kamuran li dibistana taybetî Halîle-i Mahmudiye ko ji mala me hinekî bi dûr li Fenerbahçê bû, dixwend. [1098 uzun_bira] Dibistan, ya herî baş a hemû Kadiköyê bû. [1099 uzun_bira] Xaniyê wê nexweş bû, xaniyekî textîn ê sêqat Lê ders baş bûn û mamostayên wir jî bijarte bûn. [1100 uzun_bira] Bi taybetî jî dersên fransizî, ziman, tarîx û zanîna welêt ko jê re »Malûmat-i Vataniye« digotin, pir baş bûn. [1101 uzun_bira] Bavê min perene mezin didan dibistanê da ko em li wir bixwînin. [1102 uzun_bira] Heftê du caran jî em diçûn aliyê din ê Stembolê, Beyoðluyê û li wir, nêzîkî Cade-i Kebir, me ji Signori Giovanni Parovel dersên musîkê digirtin. [1103 uzun_bira] Signori li dibistana îtalî Giuseppe Garibaldi mamoste bû, lê dersên taybetî yên musîkê jî li mala xwe dida. [1104 uzun_bira] Em hertim bi xwendinê mijûl bûn. [1105 uzun_bira] Lê belê, gava ko Amojna Sitî dihate mala me, êdî min xwendin dida aliyekî, min xwe li nexweşiyê datanî û ez li malê dimam. [1106 uzun_bira] Mala ko bi stran, çîrok, serpêhatî û gotinên Amojna Sitî diqulipî ser qesra Birca Belek a welatê bav û kalên min... [1107 uzun_bira] – Ma ez çi bibêjim, Amojna Sitî çavên xwe li zarokan digerîne û dibêje, xwezî we kalikê xwe nas bikira. [1108 uzun_bira] Gotin têrî pesindana wî nakin. [1109 uzun_bira] Ma ez rebena Xwedê çawan wî bidim nasîn?.. Bejna wî dirêj, laşê wî gir bû. [1110 uzun_bira] Dengê wî gur, gotinên wî xweş bûn. [1111 uzun_bira] We digot qey, ew şêr û pilingê çiyayên Şengalê bû. [1112 uzun_bira] Çavên wî, mîna çavên teyrê simîr ê çiyayê Sîpanê Xelatê, spehî û dûrbîn bûn. [1113 uzun_bira] Çaxa wî gava xwe davêt, erd li bin lingên wî dihejiya. [1114 uzun_bira] Çaxa wî serê xwe ber bi jor dikir û rîha xwe şeh dikir, stûyê wî dibû mîna stûyê hespê Bozê Rewan ê Memê Alan. [1115 uzun_bira] Hertim kincên spî yên neqişkirî û hewreşîmî lê bûn. [1116 uzun_bira] Ew dostê feqîran, dijminê neyaran bû. [1117 uzun_bira] Ew bi pişta xwe xurt, bi gotina xwe mêr bû. [1118 uzun_bira] Çar jinên mahrkirî û şanzde jî cêriyên wî hebûn. [1119 uzun_bira] Ev mam û metên we yên bêhesab hemû ji pişta wî ketine. [1120 uzun_bira] Wî bi şîrê teyrê baz dest bi xwirîniya xwe dikir û bi şîrê şêrê dirende paşîva xwe diqedand. [1121 uzun_bira] Mîna îro tê bîra min, çaxa em ji welêt hatin bi dûrxistin, em bi qasî salekê li ser riyan man. [1122 uzun_bira] Hingê li ser wan riyan, ji mîrê me re, sê zarok çêbûn, Yezdanê Pak sê zarok danê. [1123 uzun_bira] Şûrê wî jî, mîna pişta wî, xurt bû. [1124 uzun_bira] Lê qewlê wî nerm, wîjdana wî paqij bû. [1125 uzun_bira] Lo, zarokno lo, çavreşên mino lo, ma ez çi bibêjim, Mîr Bedirxan şêrê welatê Kurdistanê bû. [1126 uzun_bira] Kamuran ko heta hingê bi dîqet li Amojna Sitî guhdarî dike, xwe ranagire û gotina wê dibire, [1127 uzun_bira] – Amojnê, tu dibêjî »şêr û piling û teyr.« Ma meriv qet dibin şêr û piling û teyr? [1128 uzun_bira] şêr heywan e însan, însan e... [1129 uzun_bira] Celadet û Amojna Sitî bi gotinên Kamuran pir dikenin. [1130 uzun_bira] Amojna Sitî û zarok ne li ser kursiyan, lê li erdê li ser xalîca raxistî ya salona malê rûniştine. [1131 uzun_bira] Safter li ser çoga wê ya çepê rûniştiye, Tewfîk jî li kêleka wê ya rastê. [1132 uzun_bira] Celadet, Kamuran û Hîkmet jî li hemberê. [1133 uzun_bira] Amojna Sitî bang Kamuran dike. [1134 uzun_bira] Kamuran, bi çarpiyan, tê ba Amojna Sitî. [1135 uzun_bira] Amojna Sitî bi destê xwe yê rastê porê wî mist dide û ji herdu çavên wî radimûse û paşê dibêje, [1136 uzun_bira] – Kamoyê min, aqilfahmê min, gotina te ye, lê eger te bapîrê xwe bidîta, te dê hingê şêr nas bikira. [1137 uzun_bira] Ew rêberê kurdan, şêrê welatê Kurdistanê bû. [1138 uzun_bira] Teyar Begê Ertûşî, tevî Emîn Beg, birayê wî Alî şamil Paşa, biraziyê wî Evdirezaq Beg, serokê eşîra Hevêrkiyan Samed Axa û lawên Emîn Beg Sureya û Celadet, ber bi kursiya rûniştinê ya kêleka masa xwarinê dibe û dibêje, [1139 uzun_bira] – Mîr Bedirxan rêberê me hemû kurdan, şêrê welatê Kurdistanê bû. [1140 uzun_bira] Hûn lawên wî jî rêber û serekên me ne. [1141 uzun_bira] Bi sedhezaran meriv, bi gotineke Mîr Bedirxan, dikaribûn biçûna mirinê. [1142 uzun_bira] Li jor gotina Rebbil Alemîn, li jêr jî gotina Mîr Bedirxan bû. [1143 uzun_bira] Mala Emîn Begê dîsan şên e. [1144 uzun_bira] Axa, beg, şêx û giregirên welatê kurdan hertim tên Stembolê ji bo serdana Bedirxaniyan. [1145 uzun_bira] Ew, piraniya caran, derin qonaxên fireh ên Bedrî Paşa, Alî şamîl Paşa, Osman û Husên Paşa. [1146 uzun_bira] Lê carina jî, mîna vê êvarê, ew tên mala Emîn Begê. [1147 uzun_bira] Zarokên Mîr Bedirxan ji welatê Mîr Bedirxan hatine veqetandin û vegera wan qedexe ye, lê dewlemend û desthilatên welêt tên Stembolê nik wan. [1148 uzun_bira] Bûyerên berî 52 salan wan bi hev re girêdide. [1149 uzun_bira] Tarîxa wan a hevgirtî dibe pira navbera wan û welêt û xelkê kurd. [1150 uzun_bira] Mîr Bedirxan jî ji Goristana Kurdî ya Şamê rêberiya wan hemûyan dike. [1151 uzun_bira] Eger giregirên kurdan zêde na yên mala Emîn Begê, ji ber ko mal, li gora malên din, biçûk e. [1152 uzun_bira] Mal, li Kiziltoprakê, hinekî ji taxê bi dûr e, ew ji bexçeyekî fireh û xaniyekî duqatî tê pê. [1153 uzun_bira] Her qatek çar ode hene. [1154 uzun_bira] Odeyên qata jorîn, yên razanê ne; oda Emîn Beg û Samîha Xanimê, oda Sureya, oda Celadet û Kamuran û oda Hîkmet, Tewfîk û Safter. [1155 uzun_bira] Di qata jêrîn de jî saloneke fireh û dirêj ko ji du milan tên pê, odeyeke fireh a xebatê, odeyeke mêvanan û odeyeke mezin a hizmetkarên malê hene. [1156 uzun_bira] Oda xebatê, odeyeke fireh e û li bexçê dinihêre. [1157 uzun_bira] Li aliyê bexçê, li ber pencerê maseyeke dirêj û li koşeya rastê ya masê sandûqeke biçûk heye. [1158 uzun_bira] Li kêleka sandûqê jî pênûsin û du murekebdank, bi dûzan, hatine rêzkirin. [1159 uzun_bira] Li ber sandûqê jî kitêbek, di nav bergekî çerm de, mîna remzê masa xebatê, hertim bal dikişîne. [1160 uzun_bira] Kitab, destnivîsa Mem û Zîn a şaîrê navdar û milî yê kurdan Ehmedê Xanî ye. [1161 uzun_bira] Kitab ji kitabxana Mîr Bedirxan a welêt maye. [1162 uzun_bira] Bedirxanî wê mîna kitabeke miqedes diparêzin. [1163 uzun_bira] Zarokên Mîr Bedirxan bi vê kitabê dest bi dersên xwe yên zimanê kurdî û hesta Kurdistanê kirine. [1164 uzun_bira] Hecî Qadirê Koyî, şaîrê kurd û perestişkarê Ehmedê Xanî ko li Stembolê, di salên 1860-70-an de, mamostayê Emîn Beg û birayên wî bû, li ser rûpela yekemîn a destnivîsa Mem û Zînê şiîreke dirêj nivisiye. [1165 uzun_bira] Di şiîrê de ew qala mezinahiya Ehmedê Xanî û esera wî Mem û Zînê dike û dibêje; »Eman qedrê bizane em kitêbe / Le dinya êstekî hemtay nemawe / Le eyamî heyatî şêxî Xanî / Le ser nisxey xet ew nûsirawe...« Ji bilî kitab, pênûs û murekebdankan, li ser masê tu tişt nîn e. [1166 uzun_bira] Ser masê her gav paqij e. [1167 uzun_bira] Lê herdu aliyên dîwarên odê heta jor bi kitab, kovar, rojname û kaxizan ve tijî ne. [1168 uzun_bira] Refên kitêban heta banê ber bi jor bûne. [1169 uzun_bira] Li aliyê rastê odê, li ber refan nêrdewaneke dirêj heye da ko meriv pê hilkişe û kitabên ko meriv nikare xwe bigihîniyê, daxe jêr. [1170 uzun_bira] Ji pencerê aliyê paş ê bexçê dixuye. [1171 uzun_bira] Ev alî tevî dar in, lê di nav daran de, dareke çinarê bi qurnê xwe yê stûr û qehîm hemû dar xistine bin bandûra xwe. [1172 uzun_bira] Li ser qurnê dara çinarê, hin rêz, bi çaquyan, ji aliyê zarokan, hatine kolandin. [1173 uzun_bira] Yek ji rêzan, bi tîpên latînî, weha ye; Kurdi... Yek jî, bi tîpên erebî, navê Safter e. [1174 uzun_bira] Lê tîpa dawîn r nehatiye nivîsîn. [1175 uzun_bira] Bi tenê Safte hatiye kolandin. [1176 uzun_bira] Hêlekaneke zarokan jî ji çiqilên darê ber bi jêr dibe. [1177 uzun_bira] Mitbaxa mala Emîn Begê jî li qata jêr e, lê ew biçûk e, bi tenê meriv dikare tê de xwarinê çêbike. [1178 uzun_bira] Loma jî aliyekî salonê ji bo xwarinê hatiye veqetandin. [1179 uzun_bira] Di vê êvara zivistana 1903-an de, malbat û mêvan li wî milê salonê, li ser sifra şîva êvarê rûdinin. [1180 uzun_bira] Samîha Xanim, Amojna Sitî, Madam Stella û Şehrîban, berdesta Samîha Xanimê, li mitbaxê bi haziriya xwarinê mijûl in. [1181 uzun_bira] Mêvan ji Cizîra Botan in, bi xwe re bîhn û tahma welêt anîne. [1182 uzun_bira] Loma jî vê êvarê xwarinên Cizîra Botanê divên. [1183 uzun_bira] Ji danê sibê ve ye ko Amojna Sitî li mitbaxê rûniştiye û xwarinan hazir dike. [1184 uzun_bira] Xwarinên vê êvarê, yên wê ne; sê celeb kutilk, kutilkê mêlakê, yê bi dew û yê kulindê zer. [1185 uzun_bira] Du celeb xwarinên bi goşt; singûsîr, merga mêlakê. [1186 uzun_bira] Du celeb savar; savara tûzikê û ya kerengan. [1187 uzun_bira] Du celeb jî şîrinahî; birinêşîr û tîlolok. [1188 uzun_bira] Masa xwarinê gelekî dirêj e. [1189 uzun_bira] Rûmaseyeke spî û neqişkirî li ser e. [1190 uzun_bira] Mazûvan û mêvan li herdu aliyên masê rûniştine. [1191 uzun_bira] Tayar Beg li hember û Samed Axa jî li kêleka Emîn Begê rûniştine. [1192 uzun_bira] Li kêleka Tayar Begê, Alî Şamîl Paşa û li kêleka wî jî Sureya rûniştiye. [1193 uzun_bira] Celadet jî li hember birayê xwe ye. [1194 uzun_bira] Jin li dora masê nîn in. [1195 uzun_bira] Amojna Sitî, Madam Stella û Şehrîban xwarinan tînin ser sifrê. [1196 uzun_bira] Li ser sifrê her tişt bi dûzan û di wexta xwe de ye. [1197 uzun_bira] Li vê malê qayide gelek girîng in. [1198 uzun_bira] Ma te di bexçê mala me de tiştekî ji bîr nekir?.. Bîr... bîra ko bi qasî çend gavan ji dara qehîm bi dûr bû. [1199 uzun_bira] Devê birê girtîbû, ava wê miçiqîbû. [1200 uzun_bira] Ew bîr û doraliyên wê cîhê lîstikên me bû. [1201 uzun_bira] Em li dora bîrê, mîna hevya li dora dinê, dizivirîn. [1202 uzun_bira] Bi taybetî jî ez. [1203 uzun_bira] Ez her li dora bîrê dizivirîm û dor dibûm... [1204 uzun_bira] Herçî qayide, yanê bi gotina fransizan prensipe in, ew mîna zeviyê ne. [1205 uzun_bira] Wexteke wan a çandinê û wexteke wan a kemilandinê heye. [1206 uzun_bira] Ew pêşî tên çandin, paşê jî, bi wextê, dikemilin. [1207 uzun_bira] Kê ew çinara bexçê mala me çandibû? [1208 uzun_bira] Min kir nekir, ez bi vê yekê negihiyam. [1209 uzun_bira] Lê eger kê jî ew çandibe, berî her tiştî ew dara qaîm, toveke biçûk bû. [1210 uzun_bira] Bi dû re, bi wextê, ew kemilî. [1211 uzun_bira] Qayide sitûnên mala me bûn. [1212 uzun_bira] Bav û diya min, Amojna Sitî, Madam Stella, Şehrîban, ew hemû ji bo çandina qayidan dixebitîn. [1213 uzun_bira] Em zarok bi roj û şev perwerde dibûn. [1214 uzun_bira] Amojna Sitî, bi bejna xwe ya dirêj û zirav, zimanê kurdî bû. [1215 uzun_bira] Madam Stella ko bi eslê xwe yewnana Stembolê bû, bi bejna xwe ya kin û bedena xwe ya gulover, zimanê yewnanî, fransizî û hinekî jî îtalî bû. [1216 uzun_bira] Gava wê her serê sibê digot »kalimera« û dîsan bi yewnanî halê me dipirsî û digot »tikanis«, hingê em têdigihîştin ko rojeke nû ya perwerdeyiyê dest pê dikir. [1217 uzun_bira] Şehrîban, Şehrîbana bedew jî zimanê jîn û bedenê bû. [1218 uzun_bira] Em zimanên cihê, cihêtiya jînê, jîna kurdî, kurdîtiya bîr û hestan, bîr û hestên tarîxî û tarîxa xwe ya keserkûr hîn dibûn... Wext, wexta çandina qayidan bû... [1219 uzun_bira] Bi qasî çil salan bi dû wan rojan re, birayê min Kamuran di kovara me Hawar-ê de bi navê »Rabûn û Rûniştin« bendek weşand. [1220 uzun_bira] Bendê weha dest pê dikir; »Kurd gelek bi edeb û terbiye ne. [1221 uzun_bira] Rabûn û rûniştina wan, danûstandina wan bi rêz û tertîb e. [1222 uzun_bira] Kurd nazik, giran û bi edeb in. [1223 uzun_bira] Xwediyê gotina xwe ne; paşgotiniya xelkê nakin; dostê dostê xwe, dijminê neyarê xwe ne. [1224 uzun_bira] Pir naxivin, gotina xwe bê sebeb dirêj nakin, gava erê dibêjin, erê ye û gava no dibêjin no ye...« Bend bi vî terhî dirêj dibû. [1225 uzun_bira] Belê, bend, halê kemilî yê tovên qayidan bû. [1226 uzun_bira] Ji salonê bîhna xwarinên kurdî difûre. [1227 uzun_bira] Mase bi xwarinên cihê xemiliye. [1228 uzun_bira] Ji milekî ve xwarin tê xwarin, ji milekî ve jî sohbeta li ser welêt û halê welêt germ dibe. [1229 uzun_bira] Celadetê ko ji kutilkan pir hez dike, giran giran, bi kêr û çetelê, kutilkên teyfika xwe dike du perçe û hem wan dixwe hem jî guhê xwe dide xeberdanan. [1230 uzun_bira] Û ew ji bin çavan ve, bi dîqet, li Samed Axayê ko kutilkan bi destan dixwe, dinihêre. [1231 uzun_bira] Bav û mamê Celadet, ji peyivînê zêdetir, dipirsin û li mêvanan guhdarî dikin. [1232 uzun_bira] Kurmamê wî û birayê wî Sureya bi germî dipeyivin û doza welatê Kurdistanê dikin. [1233 uzun_bira] Kurmamê wî Evdirezak ko bi umir ji Celadet pir û pir mezintir e, bîskeke dirêj, li ser pêwistiya yekitiya eşîrên kurdan û hişyarbûna welatê kurdan dipeyive. [1234 uzun_bira] Tayar Beg, bi nermî, gotina Evdirezak dibire û berî ko kevçiyê savarê bibe devê xwe, dibêje, [1235 uzun_bira] – Gotina te rast e, mîrê min. [1236 uzun_bira] Lê kar û şixul bê serî nameşe. [1237 uzun_bira] Her tişt bi rêber û pêşewan dikeve rê. [1238 uzun_bira] Eger Mîr Bedirxanê rehmetî nebûya, xelkê û eşîrên kurdan xwe li dora serhildanê nedicivandin. [1239 uzun_bira] Rewş li welêt aloz e. [1240 uzun_bira] Li aliyekî zordariya Osmaniyan, li aliyekî jî şerê navbera kurdan û ermenan û navbera eşîrên kurdan... Welat li hêviya law û neviyên Mîr Bedirxan e. [1241 uzun_bira] Welat hewcedarê kar û şixulên we ye. [1242 uzun_bira] Emîn Alî Bey, Osmanli ülkesi ve Islam dînînîn sadik evladi Bedirhan Bey-in deðerli oðlu, Osmanli vatani her zaman sîze çalişma ve hîzmetlerînîze muhtaçtir. [1243 uzun_bira] Hayirli, uðurlu olsun... [1244 uzun_bira] Emîn Beg spasî wezîrê ko weha dipeyive dike, rûyê xwe ber bi textê Sultan Evdilhemîd dizivirîne û du caran xwar dibe û spasiyên xwe berpêşî Sultan Evdilhemîd jî dike. [1245 uzun_bira] Sultan Evdilhemîd jî bi ken, hêdîka serê xwe xwar dike û silavan li Emîn Beg vedigerîne. [1246 uzun_bira] Piştî silavên rêzdariyê, Emîn Beg li wezîr vedigere û radiweste. [1247 uzun_bira] Wezîr ji zabîtê kêleka xwe nîşanek werdigire û bi rêzdarî, bi aliyê çepê yê sînga Emîn Beg ve dike. [1248 uzun_bira] Paşê eynî tiştî dubare dike û nîşaneke din jî pê ve dike. [1249 uzun_bira] Du nîşan, nîşana liyaqatê û nîşana Osmanî li ser redîngota reş, li ser sînga Emîn Beg dibiriqin. [1250 uzun_bira] Celadet, bi kêfxweşî, li nik mamên xwe, ji nav mêvanan, li bavê xwe dinihêre. [1251 uzun_bira] Di vê roja ronî ya payiza 1903-an de, li Saraya Dolmabahçe, salona Muayedê, bavê wî bi merasîmekê, nîşanên dewleta Osmanî ji Sultanê dewletê werdigire. [1252 uzun_bira] Bavê wî ew jî bi xwe re aniye merasîmê. [1253 uzun_bira] Bask nîn in ko Celadet pê bifire. [1254 uzun_bira] Ew li Dolmabahçê, di salona bedew a Muayedê de ye û li bavê xwe û Sultanê dewleta Osmanî dinihêre! [1255 uzun_bira] Wê şevê qet xew neketibû çavên wî. [1256 uzun_bira] Di nav lihêfan de, wî mîna şujiyekê, xwe badabû û bi zehmetî kiribû sibe. [1257 uzun_bira] Destê sibê jî, berî herkesî, ew rabûbû, dest û rûyê xwe şuştibû, kincên xwe yên nû ko ji bo wê rojê hatibûn dirûtin, li xwe kiribûn û li hêviya bavê xwe mabû. [1258 uzun_bira] Diya wî û Şehrîbanê jî, xweş, porê wî şeh kiribûn û qirawata papyonê pê ve kiribûn. [1259 uzun_bira] Herçî bavê wî bû, gava ew li dora saet heyştan ji qata jor peyayî jêr bûbû, redîngoteke dirêj û coteke pantolê reş li serê dibiriqîn. [1260 uzun_bira] Ew jî ji bo merasîmê hazir bû. [1261 uzun_bira] Merasîm di saet dehan de bû. [1262 uzun_bira] Piştî xwirîniyê, paytona mamê Celadet, Elî Şamîl Paşa hatibû ber derî, ew lê siwar bûbûn û tevî Elî Şamîl Paşa, Murad Beg, daketibûn lengergehê. [1263 uzun_bira] Ji wir jî, bi keştiyê, bi hevaltiya teyrên zeryayê, ew derbasî aliyê din ê Xalîçê bûbûn. [1264 uzun_bira] Li wî alî jî paytona mezin a mamê Celadet, Osman Paşa ko li ber destê Sultan Evdilhemîd dixebitî, li hêviya wan bû. [1265 uzun_bira] Birayên din ên Emîn Beg ên Serasker Bedrî Paşa, Necîb Paşa, Husên Paşa, Mehemed Elî Beg û kurmamê Celadet, lawê Necîp Paşa Evdilrezak jî li Dolmabahçê li hêviya wan bûn. [1266 uzun_bira] Gava ew gihîştin Dolmabahçê, Evdilrezak Beg li ber deriyê bexçê Dolmabahçê li benda wan bû. [1267 uzun_bira] Evdilrezak Beg li Sarayê, mîna wergervan û teşrîfatvan, dixebitî û gelekî nêzîkê Sultan Evdilhemîd bû. [1268 uzun_bira] Celadet heyranî kinc û lixwekirinên wî bû. [1269 uzun_bira] Wê rojê jî kinceke nû ya frengî û fesekî sor ê nû ahengeke taybetî dabû wî û bejna wî ya dirêj. [1270 uzun_bira] Simbêlê wî badayî, rûyê wî bi ken bû. [1271 uzun_bira] Wî ew biribûn hundir. [1272 uzun_bira] Li gora gotinan, salona ko ew niha lê bûn, Salona Muayede, ya Dolmabahçê, salona herî xweş û mezin a hemû Awrûpayê bû. [1273 uzun_bira] Salon, tîmsala xweşî, mezinahî û spehiyê bû. [1274 uzun_bira] Li erdê xalîçên mezin, fireh û rengîn raxistî bûn. [1275 uzun_bira] Kêlekên deriyê mezin ên salonê bi mehfûrên rengîn ko ji her aliyên welatê fireh ê Osmanî hatibûn, raxistî bûn. [1276 uzun_bira] Dîwar û banê salonê bi neqişên naqaşên herî hoste hatibûn rengandin. [1277 uzun_bira] Çira û şamdankên zêrîn û zîvîn xweşahiya dîwaran temam dikirin. [1278 uzun_bira] Pencerên salonê fireh û dirêj bûn û bi rengên keskesorê hatibûn xemilandin. [1279 uzun_bira] Ji hemû salonê bîhneke mîna bîhna gul û emberê difûrî. [1280 uzun_bira] Niha, Celadet, tevî bav û mamên xwe, li vê salonê bû! [1281 uzun_bira] Îro, ji bo Emîn Beg û Bedirxaniyan, rojeke tarîxî ye. [1282 uzun_bira] Ji mêj ve bû ko zimanên hesûd û zikreş li Stembolê belav dikirin ko Sultan dê malbata Bedirxaniyan ji Stembolê derxe û sirgûnî deverên dûr bike. [1283 uzun_bira] Wan zimanan belav dikirin ko Bedirxanî li dijî Sultan di nav dek û dolaban de ne û haziriya serhildanekê dikin û dixwazin axa Kurdistanê ji dewleta Osmanî rizgar bikin. [1284 uzun_bira] Dewleta Osmanî û rêberên dewletê, malbata Osmanî, kar û şixulên dewletê, ji mêj ve, bi awayekî gelek taybetî ko hîç li ba dewleteke din nîn bû, digerandin. [1285 uzun_bira] Osmaniyan kar û şixulên xwe bi wezîr û paşayên ko ji gelên bindest ên dewleta Osmanî bûn, digerandin. [1286 uzun_bira] Loma jî li dora sultanên Osmanî hertim wezîr û paşayên ji milletên din, kurd, ereb, çerkez, laz, yewnan, bulgar, arnawit, boşnak hebûn. [1287 uzun_bira] Bêguman van wezîr û paşayan jî kar û şixul li gora menfaetên xwe û milletên xwe digerandin û ji hêzbûna wezîr û paşayên din hez nedikirin. [1288 uzun_bira] Hertim di navbera wezîr û paşayan de dijîtî û berberî hebûn û ji Sultan re hevûdu gilî dikirin. [1289 uzun_bira] Îro jî ev wezîr û paşayên li dora Sultan Evdilhemîd ji pirbûn, mezinahî û quweta malbata Bedirxaniyan gelekî ditirsiyan û dixwestin pêwendiya Bedirxaniyan û Bab-i Aliyê xirab bikin. [1290 uzun_bira] Loma jî wan li dijî Bedirxaniyan gelek tişt ji Sultan re digotin û li der û doran belav dikirin. [1291 uzun_bira] Sultan bi tenê li wan guhdarî dikir û bêdeng dima. [1292 uzun_bira] Kesî nizanîbû ka ew çi difikire. [1293 uzun_bira] Lê li gora mamê Celadet Osman Paşa ko li Sarayê dixebitî û gelekî nêzîkê Sultan bû, Sultan Evdilhemîd li gotina wezîr û paşayên doralî guhdarî nedikir. [1294 uzun_bira] Dîsan li gora Osman Paşa, Sultan Evdilhemîd li her derî weha digot; »Kurd û Bedirxanpaşazade birayên me yên misilman in. [1295 uzun_bira] Em yên hev in...« [1296 uzun_bira] Jiber vê yekê jî, îro rojeke tarîxî bû. [1297 uzun_bira] Îro Sultan Evdilhemîd, bi vê merasîm û nîşandanê, hem şexsî, qedrê Emîn Beg digirt û dilê Bedirxaniyan xweş dikir hem jî nîşanî herkesî dida ko kurd û Bedirxanî dostên wî ne. [1298 uzun_bira] Lê di eynî wextê de, wî rê li ecizî û serhildanên navdar ên Bedirxaniyan digirt. [1299 uzun_bira] Celadet, di vê roja tarîxî de, bi kel û coş, li dora xwe, li Sultan û bavê xwe dinihêre. [1300 uzun_bira] Sultan li serê salonê, li cîhê bilind, li ser textê xwe, bêdeng, çavên wî li ser merasîmê, rûniştiye. [1301 uzun_bira] Textê wî yê zêrîn dibiriqe. [1302 uzun_bira] Li herdu kêlekên text, kevirên lûlû û yaqûd ko bi textê zêrîn hûnandî ne, rengên têkel ên spehî didin têxt. [1303 uzun_bira] Rûyê Sultan, rûyekî hinekî dirêj û nûranî ye. [1304 uzun_bira] Rîh û simbêlên wî dibiriqin. [1305 uzun_bira] Keneke tenik û bi ûsil li ser rûyê wî ye. [1306 uzun_bira] Ew qet napeyive, bi tenê li merasîmê û li şêniyên salonê, bi aramî dinihêre. [1307 uzun_bira] Tevî bavê Celadet bi qasî bîst kesan li kêleka hevûdu di rêzê de û nîşanên xwe werdigirin. [1308 uzun_bira] Sultan ji textê xwe peya nabe, bi wan re napeyive, xwe nalivîne, – bi tenê serê xwe hêdîka li ba dike û silav dide wan. [1309 uzun_bira] Hemû karên din ên merasîmê bi destê wezîr û zabitan bi rê dibe. [1310 uzun_bira] Hema çi bigire hemû wezîr, aqilmend û merivên Sultan bi simbêl û rîh, zabît jî tenê bi simbêl in. [1311 uzun_bira] Rîha hinan tenik yên hinan jî bitr e. [1312 uzun_bira] Simbêlê zabîtan jî qît î badayî ye. [1313 uzun_bira] Li salonê tiştê herî balkêş fesên Osmanî yên sor in. [1314 uzun_bira] Li wir zeryayek ji fesan hatiye pê, li serê herkesî fesekî sor ê spehî heye. [1315 uzun_bira] Fesan, mîna helaleyên sor, hemû salon tijî kirine. [1316 uzun_bira] Hingê salê min deh bûn. [1317 uzun_bira] Meraqa min pir, mêjiyê min zarok bû. [1318 uzun_bira] Di wê salona yekta de min ji kurmamê xwe Evdilrizak Beg û ji mamên xwe her dipirsî; ev çi ye, ev çi ye, ev çi ye... Wan jî bi ûsil, mîna her merivê têgihîştî, bersiva min didan; ev, ev e. [1319 uzun_bira] Ev, ev e. [1320 uzun_bira] Ev, ev e. [1321 uzun_bira] Bi nerîna zarokekî dehsalî, min ew hemû tişt, avahiyên stûr, ode û salonên bedew, zêr, zîv, text, sultan, wezîr, paşa, şûr, fes, zimanê tirkî, pêwendiya wan bi min, bavê min, mamên min re di heşê xwe de nivisîn. [1322 uzun_bira] Lê gava ez mezin bûm û pêrgî dek û dolap, êş û zehmetiyên jînê bûm, careke din ez li xwe vegeriyam û min ji xwe pirsî; gelo ew çi bû, ew çi bûn?.. Bêguman, bersivên van pirsên min ên cara dawîn ne mîna yên berê bûn. [1323 uzun_bira] Şekil û sûretên ko berê di mêjiyê min ê zarok de çêbûbûn, bi temamî guherîn û qulipîn ser yên nû. [1324 uzun_bira] Li milekî din, ew şekil û sûret, tu carî, bi her awayî, zelal nebûn... Lê belê, pêwendiya me kurdan û dewleta Osmanî (û bi dû re dewleta Tirkiyê) û pêwendiya malbata me Bedirxanpaşazadeyan û rêberên dewleta Osmanî her û her mîna navenda jîna min ma. [1325 uzun_bira] Hem bi başî hem jî bi xirabî. [1326 uzun_bira] Mîna gelek kurdên din, min jî kir, nekir, nikaribû xwe, bîr û heşê xwe, hîs û pejnên xwe jê xelas bikira. [1327 uzun_bira] Di destpêka salên hezarî de eşîrên tirkan hatibûn û welatê me kurdan vegirtibûn. [1328 uzun_bira] Ji wê rojê û vir de, em û tirk bi hev re, mîna cîran, dijiyan. [1329 uzun_bira] Lê cîraniyeke newekhev. [1330 uzun_bira] Ew hertim xwedî dewlet, em bêdewlet, peregende û bindest. [1331 uzun_bira] Lê tevî vê yekê jî, em di nav hev de bûn, bi hev re dijiyan, ji hev dizewicîn, bi tirkî perwerde dibûn. [1332 uzun_bira] Ez çi bibêjim... Pêwendiya me hem pir baş hem pir xirab bû, hem çê hem neçê bû. [1333 uzun_bira] Ez çi bibêjim?.. [1334 uzun_bira] FOTOGRAF 3: Galata; pira dewr û dewranê, cihê evîn û mirinê... [1335 uzun_bira] Pira Galatayê; yek ji navendên romana Bîra Qederê, hem bi çêyî hem bi neçêyî... Meriv ji ko dest pê bike? [1336 uzun_bira] Fotografa seyemîn a romana Bîra Qederê li ser Pira tarîxî ya Galatayê ya Stembolê ye. [1337 uzun_bira] Fotografa reş û spî di destpêka salên 1900-an de, yanê di dema ko êdî Celadet bîr dibe de, tê kişandin. [1338 uzun_bira] Belê, di wan deman de ko êdî Celadet der û dora xwe dinase û bi serê xwe dikare derbasî aliyê din ê Stembolê bibe... [1339 uzun_bira] Fotograf bergeheke xweş a Pira Galatayê nîşan dide. [1340 uzun_bira] Hemû pir, doraliyên wê, meriv, hemal, ker, erebe, fayton tê de ne. [1341 uzun_bira] Fotograf ji ber devê aliyê Galatayê tê kişandin. [1342 uzun_bira] Ev ne bêsebeb e. [1343 uzun_bira] Jiber ko kesên ko fotografê dikişînin, li aliyê Galata yê pirê dijîn. [1344 uzun_bira] Ew wê ji aliyê xwe dikişînin. [1345 uzun_bira] Fotograf bi devê pirê yê aliyê Galatayê dest pê dike û hema çi bigire, dev hemû pêşiya fotografê dadigire. [1346 uzun_bira] Bi dû re, pir û herdu aliyên wê, her ko diçe, tengtir dibin. [1347 uzun_bira] Li aliyê din ê Pirê, mizgeft, minareyên wan ên dirêj, qonaxên li ber avê, banên xaniyan û çend ewrên nîvreş, bi hev re, panoramayeke spehî tînin pê. [1348 uzun_bira] Hem însan hem jî bergeheke xweş a Stembolê di vê fotografê de dixuye. [1349 uzun_bira] Yekîtiya însan û bajêr, kes û civatê tê de heye. [1350 uzun_bira] Hejmara merivan pir e. [1351 uzun_bira] Pêşî pênc nobedar û tehsîldarên pirê, pir xweş, heta simbêlê xwe, dixuyin. [1352 uzun_bira] Sisê ji wan li aliyê çepê, yên din li aliyê rastê rawestane û di nav kincên xwe yên çîk î spî de nobedarî dikin. [1353 uzun_bira] Tehsîldarê ko li ber devê aliyê rastê sekiniye, destê xwe yê rastê vekiriye û heqê derbasbûnê ji merivekî distîne. [1354 uzun_bira] Yên din jî, çavên wan li ser şêniyan, rawestî ne. [1355 uzun_bira] Li kêleka tehsîldarê herî rastê, çend kes, bi kincên reş ên spehî, di destên wan de sîwanên reş, ber bi aliyê Galatayê tên. [1356 uzun_bira] Du barkêş, barên giran li ser pişta wan, derin. [1357 uzun_bira] Du jin, di nav kincên xweş de, li kêleka hev, derin. [1358 uzun_bira] Du mêr, fes li serê wan, bi dest û piyan dipeyivin û tên. [1359 uzun_bira] Du ker bi barên bilind û li pey wan jî du hemal tên. [1360 uzun_bira] Kes û komine biçûk, li herdu aliyên pirê, xwe dane ber caxên pirê û li avê dinihêrin. [1361 uzun_bira] Li jor, du payton li pey hev, derin. [1362 uzun_bira] Dîsan li jor çend kes û çend sîwan dixuyin. [1363 uzun_bira] Eger meriv bixwaze bihijmêre, li ser Pirê ji sed û pênceyî zêdetir meriv derin û tên û radiwestin. [1364 uzun_bira] Yanê hejmar, li gora pira Galatayê kêm e. [1365 uzun_bira] Sebebê vê kêmaniyê ev e; rojê hê nû dest pê kiriye, bajar hê baş şên nebûye, kar û şixul, hatin û çûyin hê baş germ nebûye. [1366 uzun_bira] Û baraneke sivik hêdî hêdî dibare. [1367 uzun_bira] Di fotografê de destpêka lebata jiyanê û hişyarbûna bajarekî mezin heye. [1368 uzun_bira] Baran, av, ewr, sîwan, mizgeft û minareyên dirêj aramiyekê direşîne ser wênê. [1369 uzun_bira] Li milê din, tehsîldar, hatin û çûyin, şênî, ker, payton jî jîndareyekê didinê. [1370 uzun_bira] Deng û bêdengî, jîndarî û aramî, bajar û însan... ev hemû perçeyên esasî yên Pira Galatayê ne. [1371 uzun_bira] Pira Galatayê jixwe bê van nabe. [1372 uzun_bira] Lê belê, kî dikare van li ser wêneyek û fotografekê bineqişîne û diyar bike? [1373 uzun_bira] Abdullah Freres, bêguman Abdullah Fréres, yanê Evdillahên bira. [1374 uzun_bira] Di bin fotografa siyemîn a romana Bîra Qederê de navê wan, di nav çarçeweyeke neqişkirî de, bi tîpên mezin, heye. [1375 uzun_bira] Ew û fotografxana wan navdar e. [1376 uzun_bira] Herçend R. [1377 uzun_bira] Xendamian fotografkêşê navdar ê aliyê Kadiköyê ye, ewçend Abdullah Fréres jî fotografkêşên navdar ên aliyê Galatayê ne. [1378 uzun_bira] Meriv dikare, bi misogerî, bibêje ko nîşana »Abdullah Fréres« , nîşana hostehî û bedewiya hunera fotografkêşînê ye. [1379 uzun_bira] Ne bi tenê li Stembolê, lê herweha li hemû aliyên dewleta Osmanî û li Awrûpayê jî, ew navdar in. [1380 uzun_bira] Ew, navdartirîn fotografkêşên Stembolê ne. [1381 uzun_bira] Ew fotografkêşên Stembolê û yên sultan, wezîr, paşa, ronakbîr, nivîskar, lewanten, jinên societé yên bajarê Stembolê ne. [1382 uzun_bira] Nîşana Abdullah Fréres ji navê birayê mezin Abdullah Şukrî Efendî tê. [1383 uzun_bira] Navê birayê biçûk nayê gotin. [1384 uzun_bira] Ew bi tenê »birayê Abdullah Şukrî Efendî« ye û ew herdu bi hev re Abdullah Fréres in. [1385 uzun_bira] Fotografxana wan li Beyoglu, di nav kuçeyeke teng a Beyoðluyê de ye. [1386 uzun_bira] Fotografên herî spehî yên Beyoðlu û Galatayê ji destê wan derketine û bi makînên wan hatine kişandin. [1387 uzun_bira] Ew fotografkêşên Beyoðlu û Galatayê ne; fotografkêşên herî hoste, herî kal û bi tecrube. [1388 uzun_bira] Fotografxane, salona rûniştinê û studyoya wan hertim tijî meriv in. [1389 uzun_bira] Li dîwarê salonê çend fotografên Beyoðlu û Galatayê ko wan kişandine di nav çarçeweyên spehî de daleqandî ne. [1390 uzun_bira] Di nav çarçeweyeke zêrhêlî de jî seneda ko wan ji Sultan Abdulezîz wergirtiye, »îrade-î seniye«, dibiriqe. [1391 uzun_bira] Bi vê senedê ew bûne »Ressam-i Hazret-î Şehriyari« û bi kêfxweşî, bi serbilindî vê payeyê nîşanî xelkê didin. [1392 uzun_bira] Bi dû Sultan Abdilezîz re, gava Evdilhemîd dibe sultan, Abdullah Şukrî Efendî û birayê wî îcar dibin fotografkêşên Hunkar... [1393 uzun_bira] Li gora Kadiköyê, li aliyê Galata û Beyoðluyê fotografxane û fotografkêş hîn zêdetir in; Vucio û Fettel, Mathiu Papazyan, xwediyê »Photo Phebusê« Paul Tarkulyan, Theodor Bilbilidis, Constantin Sofiano, xwediyê »Photo Parnassê« Gregoire Derarsene, Gülmez Fréres û hîn çendîn wênekêşên din... Lê ev hemû hosteyên Galata yê wargehê milletên têkel li aliyekî, Abdullah Fréres li aliyekî. [1394 uzun_bira] Cîh û hostehiya Abdullah Fréres di ser hemûyan re ye. [1395 uzun_bira] Bi destê wan Stembol dibe bûkeke nazenîn, Galata û Beyoðlu dibe bihuşteke rengîn, jinên bedew û spehî yên Cade-î Kebîr dibin horiyên bira. [1396 uzun_bira] Mîna vê fotografa siyemîn a romana Bîra Qederê, hem yekseriya fotografên wan hem jî kitekitên fotografan lihevhatî ne. [1397 uzun_bira] Hem hemû fotograf hem jî aliyê wê yê herî biçûk bala merivan dikişîne. [1398 uzun_bira] Li ser fotografa pira Galatayê ko gelek caran mîna Cesr-i Cedid, Pira Ecelê yan jî mîna pira Siratê bi nav dibe, meriv kitekitên Pira Galatayê jî baş dibîne; caxên herdu aliyên pirê û neqşên wan, çirayên neqşkirî yên li ser caxan daçiqandî, textên raxistî yên Pirê, bizmarên textan, dûkan û gazînoyên li herdu kêlekên aliyê jor, kinc û pêşgîrên spî yên nobedaran, kincên cûr bi cûr yên li ser şêniyên ko di pirê re derbas dibin, awayê rêçûyina barkêşan. [1399 uzun_bira] Ji fotografê û kitekitên wê baş dixuye ko pir navendeke girîng a jiyana Stembolê ya rengîn û dewlemend e. [1400 uzun_bira] Ne bi tenê evçend; ew xwediyê tarîxeke taybetî, qedereke balkêş e. [1401 uzun_bira] Û li dora tarîx û qedera wê gelek tarîx û qederên şexsî jî hatine hûnandin. [1402 uzun_bira] Gelek evîn li ser textên wê yên jihevketî û riziyayî hatine pê, gelek hêstir li wir barîne, gelek dil hilavêtine. [1403 uzun_bira] Gelek ruhên şikestî ji wir li pêlên avê û ewrên aso nihêrîne. [1404 uzun_bira] Digel tarîx û qedera Pira Galatayê, ev aliyên wê jî, ji bo romana Bîra Qederê, girîng in. [1405 uzun_bira] Roman, bêyî pira Galatayê nabe roman. [1406 uzun_bira] Germahiya boş a evînê, cara pêşîn, li ser pira Galatayê, ruh û bedena Celadet vedigire. [1407 uzun_bira] Çirûskên hebûn û xwebûnê, ewçend bi xurtî, li wir, li dora wî, bi firê dikevin. [1408 uzun_bira] Ew mirinê li wir, cara pêşîn, bi rûçikê wê yê saw û xoftijî, dibîne û dijî. [1409 uzun_bira] Belê, Galata, pira evîn û evîndariyê, xwenasîn û xwebûnê, mirin û kuştinê ye. [1410 uzun_bira] Di vî danê êvarê yê payiza 1905-an de, pira Galatayê, Pira evîn û evîndariyê, xwenasîn û xwebûnê, mirin û kuştinê, di nav dengên rengîn û heydadaneke şêrîn de ye. [1411 uzun_bira] Bi gotina cihûyên Galatayê, eger meriv derziyê bavêje erdê, ew nakeve. [1412 uzun_bira] Ewçend kelebalix e, ewçend şênî heye. [1413 uzun_bira] Hin derin, hin tên, hin rawestane. [1414 uzun_bira] Hin diqîrin, hin dikenin, hin digirîn. [1415 uzun_bira] Hin bi lez in, hin jî, mîna Evdilrezak Beg, Sureya û Celadet, kêfa vî danê êvarê, bi kêfxweşî dadiqultînin. [1416 uzun_bira] Ji her derî deng tê; ji merivan, ji pirê, ji textên pirê, ji erebe û paytonan, ji keştî û qayikên doralî, ji aliyên Galatayê. [1417 uzun_bira] Bi gotina kurdên Kadiköyê, dê weledê xwe avêtiye. [1418 uzun_bira] Roj, roja mahşerê, roja axirzemanê ye. [1419 uzun_bira] Ziman ketine nav hev, tirkî, kurdî, erebî, romî, îtalî, fransizî, slawî, bulgarî, îngilizî rabûne govendê. [1420 uzun_bira] Rojeke din ji rojên bêhesab diqede. [1421 uzun_bira] Ro, hemû giranî û westa rojê li ser milan, diçe ava. [1422 uzun_bira] Roja payizê, bi rengên xwe yên cuda û taybetî, hêdî hêdî xatir dixwaze. [1423 uzun_bira] Bajar û şêniyên bajêr haziriya êvareke nû dikin. [1424 uzun_bira] Ji dûr ve, du keştiyên dûkelî, bi mij û dûmanê, xwe berdidin nav zikê zerya Marmarayê, çend keştiyên biçûk ên bayî, xêliyên wan bi ba tijî, li ser avê, hêdî hêdî, xwe dilivînin û derin. [1425 uzun_bira] Esman çikî sayî ye, bi tenê tîrêjên tavê yên sor, li cîhê ko tav dere ava, rengekî sor û zer dide gewheriya esman. [1426 uzun_bira] Li ber lingên pirê jî, masîvan di nav qayikên xwe yên biçûk de, ko bi pêlên avê hêdî hêdî xwe dilivînin, hem li pey masiyan in hem jî masiyên ko girtine, li ser agirê komirê, bi gotina wan, »duqulipînin ser masiyên biraştî.« [1427 uzun_bira] Bîhneke têkel ê boş hemû Pira Galatayê vegirtiye. [1428 uzun_bira] Bîhna zerya û avê, masî û agir, xwîn û xwîdanê ketiye nav hev. [1429 uzun_bira] Bîhna lewantên xanimên Galatayê û xwîdana hemalên Stembolê bûne yek, bi hev re dimeşin... Celadet ko êdî bûye donzde salî, ji danên êvarê yên Galatayê pir hez dike. [1430 uzun_bira] Avaçûna rojê, bi reng, tahm û bihnên xwe, xwe berdide nav ruh û canê wî. [1431 uzun_bira] Ew dixwaze her danê êvarê li vir be û bi çavan bibîne, bi guhan bibihîse, bi dil û ruh hîs bike. [1432 uzun_bira] Kekê wî Sureya ew hînî »nerîn, bihîstin û hîskirinê« kiriye. [1433 uzun_bira] Mîna vî danê êvarê, pirî caran jî ew bi hev re tên Galatayê. [1434 uzun_bira] Ev deng û şêniyên têkel, ev reng û bîhnên têkel, ev sûret û bergehên têkel kela dilê xort ê Celadet hildide, kêf û coşeke taybetî didiyê. [1435 uzun_bira] Gotinên straneke barkêşekî, qîrîna zarokekî, dengê xêliya keştiyekê, bîhna masiyê biraştî, wîcewîça teyrekî avê, kincê neqşkirî yê xanimekê, simbêlê badayî yê tehsîldarekî, fesê sor ê begzadeyekî... ev hemû dibin rengên jiyana wî ya ciwan. [1436 uzun_bira] Yan jî meriv dikare weha bibêje; ev hemû ruh û jiyana wî ya ciwan dineqişînin. [1437 uzun_bira] Vî danê êvara payiza sedsala nû, Celadet tevî kurmamê xwe Evdilrezak û kekê xwe Sureya, li ser Pira Galatayê, li ber caxên pirê sekiniye û deng û bîhnan werdigire. [1438 uzun_bira] Kekê wî Sureya ko ji niha ve, di vê xortiya xwe de, bûye xwediyê rû û zikekî gulover, li nêzîkê Pira Galatayê, li dibistana herî navdar a dewleta Osmanî Mekteb-i Sultani dixwîne. [1439 uzun_bira] Jiber nêzîkahiya dibistanê, gava Celadet ji Kadiköyê dadikeve vî aliyê Stembolê, ew tê dibistanê û ji wir, herdu bira, bi hev re tên ser Pira Galatayê. [1440 uzun_bira] Îro kurmamê wan Evdilrezak, »mutercîm û teşrîfatçiyê« Sultan Evdilhemîd, ko ji wan pir mezintir e, bi wan re ye. [1441 uzun_bira] Wî xwestiye herdu birayan bibîne. [1442 uzun_bira] Wî nivîsareke direj li ser tarîxa kurdan û tarîxa Bedirxaniyan nivisiye û dil dike nivîsara dirêj nîşanî Sureya ko ji nivisînê hez dike, bide. [1443 uzun_bira] Ew ê bi hev re, bi keştiyê derbasî aliyê Kadiköyê bibin û Evdilrezak Beg ê îşev bibê mêvanê wan. [1444 uzun_bira] Lê berî çûyinê, pêşî Galata divê, bêyî Galatayê divê roja Stembolê neqede!.. hersê kurmam, hersê Bedirxanî, sê metelikên xwe dane tehsîldaran, derbasî ser pirê bûne û niha li doralî temaşe dikin. [1445 uzun_bira] – Galata, pira dewr û dewranê ye, Evdilrezak Beg, bi tiliya xwe, li aliyê din ê pirê, paytoneke şikestî nîşan dide û ji kurmamên xwe re dibêje. [1446 uzun_bira] Tiştên ko li ser vê pirê qewimîne, ne şixulê hesab û gotinê ne. [1447 uzun_bira] Tekerên gelek paytonan, çîpên gelek ker û bergîran, lingên gelek beg û xaniman, stûyê gelek hemal û barkêşan li vir şikiyane. [1448 uzun_bira] Bizmarên textên raxistî jê derdikevin, text radibin û her cara ko pir ji bo çûyin û hatina keştiyan, bi şevan, vedibe, hemû dûzana wê xirab dibe. [1449 uzun_bira] Sîwanek û du bastonên min bi xwe li ser vê pirê şikiyane. [1450 uzun_bira] Lê eger ew neşikiyabûna, niha yan lingê min yan jî stûyê min şikestî bû. [1451 uzun_bira] Taximekî kincê nû yê reş li ser Evdilrezak Beg e. [1452 uzun_bira] Simbêlê wî badayî, porê wî şehkirî ye. [1453 uzun_bira] Îro wî fes nedaye serê xwe. [1454 uzun_bira] Bejna wî dirêj, bedena wî lihevhatî ye. [1455 uzun_bira] Tevî ko umrê wî ji Sureya gelekî mezintir e, ew ji wî ciwantir dixuye. [1456 uzun_bira] Celadet hem ji kekê xwe hem ji kurmamê xwe hez dike. [1457 uzun_bira] Ew xwe bi wan re pir kêfxweş û serfiraz hîs dike. [1458 uzun_bira] Ji wan tiştên nû hîn dibe, jiyanê dinase, bîr bi qîmeta zanîn û perwerdeyiyê dibe. [1459 uzun_bira] Celadet, di navbera herduyan de, destên wî li ser caxan, bi kêfxweşî li avaçûna tava sor û tîrêjên wê yên bêçare û jar dinihêre. [1460 uzun_bira] Gotina te rast e; min ji wan hez dikir. [1461 uzun_bira] Gotina te aliyekî rastiya min e; kekê min Sureya û kurmamê min Evdilrezak ko ji bo min mamekî yekta bû, ji wan kesên ji bo min bijarte bûn, ko min ji wan hez dikirin. [1462 uzun_bira] Ew hem hevalên min, hem mamostayên min bûn. [1463 uzun_bira] Ez ji wan hem hînî kêf û henekê hem îlim û zanînê bûm. [1464 uzun_bira] Bi xêra wan dîqet û haydariya zaneyan, jîrî û zîrekiya şerwanan, nermahî û henûniya delaliyan, serhildan û berxwedana bîreweran, daxwaz û xwesteka xortan, girîn û nalîna belengazan, tahm û bîhna deman ketin jîna min. [1465 uzun_bira] Rê li ber min vebûn, deriyên dilê min ji bo rengên aso û keskesorê vebûn. [1466 uzun_bira] Pêlên evînê bi ser min de hatin, ez bi ser pêlên windabûn û mirinê de çûm. [1467 uzun_bira] Şer û pevçûn, berberî û dijîtî, derketî û xerîbî, zîzî û melûlî, stran û şiîr, av û bîr, êvar û şev bûn para jîna min. [1468 uzun_bira] Ew bûn qedera min. [1469 uzun_bira] Û li ser riya qedera min, kekê min û kurmamê min her bi min re bûm. [1470 uzun_bira] Carina ew bi xwe, carina siya wan. [1471 uzun_bira] Gotina te rast e; min ji wan hez dikir... [1472 uzun_bira] Di nav dengan de dengekî, ji nêz ve, tê guhê wan, [1473 uzun_bira] – Pis Kürd, alçak... [1474 uzun_bira] Ew hersê, bi carekê, serê xwe dizivirînin û li paş xwe dinihêrin. [1475 uzun_bira] Li paş wan, li ser pirê, hema çend gav bi dûrî wan, barkêşekî simbêlqît, bar li piştê, ketiye erdê, lingê wî yê çepê heta ber çogê ketiye navbera du textên pirê. [1476 uzun_bira] Ew dike, nake, nikare lingê xwe jê derxe. [1477 uzun_bira] Barê pişta wî li erdê belav bûye. [1478 uzun_bira] Çend kîsên kaxizî ketine erdê, sêv, porteqal û sewzên tê de jê pêngizîne û belav bûne. [1479 uzun_bira] Ew li milekî dixwaze linge xwe rizgar bike li milekî jî dixwaze xwe bi meywe û sewzên belavbûyî bigihîne û wan berhev bike. [1480 uzun_bira] Ew bi dengekî bilind, bi kurdî, dinale. [1481 uzun_bira] Merivekî rîtenik, bejndirêj û kincxweş li ser wî sekiniye, diqîre ser wî û bi bastonê destê xwe zextan didiyê. [1482 uzun_bira] Keçikek bejndirêj ko di umrê Celadet de ye, bi tirs û xof, li kêleka mêrik rawestaye û dixwaze alîkariya barkêş bike. [1483 uzun_bira] Şênî hêdî hêdî li ser wan kom dibin. [1484 uzun_bira] Merivê rîtenik diqîre û dide xeberan. [1485 uzun_bira] Evdilrezak Beg û Sureya hema xwe bi barkêş digihînin. [1486 uzun_bira] Evdilrezak Beg, bi leza birûskê, destê xwe yê rastê hildide û destë xwe yê vekirî, bi hemû quweta xwe li ser rûyê merivê rîtenik dixîne. [1487 uzun_bira] – Pis ve alçak sensin, utanmaz adam!.. [1488 uzun_bira] Kes fahm nake ka çi bû. [1489 uzun_bira] Merivê rîtenik, bi lez û quweta gurmista Evdilrezak Beg, dikeve erdê û li ser barkêş gêr dibe. [1490 uzun_bira] Keçik jî diqîre, dibe »baba, baba«ya wê û ew xwe davêje ser mêrik. [1491 uzun_bira] Celadet bi tesîra bûyerê diheje. [1492 uzun_bira] Dilê wî bi barkêş, merivê rîtenik û keçikê dişewite. [1493 uzun_bira] Xelk li dora wan dicivin, ji çavên kurmamê wî agir diçirûsin. [1494 uzun_bira] Ew bi hêdîka destê xwe davêje pişta keçikê û wê radike. [1495 uzun_bira] Çavên wê bala Celadet dikişînin; coteke çavên badem bi şewqeke boş dibiriqin. [1496 uzun_bira] Sureya û hinên din jî merivê rîtenik radikin û barkêş ji wê rewşa neçar rizgar dikin. [1497 uzun_bira] – Menşeyînden dolayi, bir insana nasil hakaret edebîlîrsînîz? [1498 uzun_bira] Utanmiyor musunuz? [1499 uzun_bira] Hêrsa Evdilrezak Beg daneketiye. [1500 uzun_bira] Merivê rîtenik xwe dide hev, pêşî li Evdilrezak Beg, Sureya û Celadet dinihêre paşê jî li dora xwe. [1501 uzun_bira] Ew keçika kêlekê ber bi xwe dikişîne û porê wê mist dide. [1502 uzun_bira] – Özür dîlerîm, Abdulrezzak Bey, sînîrlîlîk halîmle, haddîm olmadan telafuz ettim. [1503 uzun_bira] Mêrik ji Evdilrezak Beg dixwaze ko ew lê bibore, bi demargirî wî hin tiştên tewş gotine. [1504 uzun_bira] Ew Evdilrezak Beg û Sureya nas dike. [1505 uzun_bira] Ew jî li aliyê Kadiköyê dijî û cîranê mamê wan Murat Beg e. [1506 uzun_bira] Navê wî Ali Siûd e, keçika li kêlekê, keça wî Canan e. [1507 uzun_bira] Canan, bi çavên xwe, bi beden û endama xwe, bi evîn, jiyan û serpêhatiya xwe ya balkêş, li vir, li ser pira Galatayê dikeve nav rûpelên Bîra Qederê. [1508 uzun_bira] Awirên wî li ser çavên keçikê, jiber tesîra bûyerê, bêdeng, Celadet li dora xwe dinihêre. [1509 uzun_bira] Awirên wî li ser çavên zabit, ji ber tesîra bûyerê, bêdeng, Celadet li dora xwe dinihêre. [1510 uzun_bira] Çend zabît û gelek esker vî danê êvarê yê xweş û aram ê 1906-an , hatine mala Emîn Âlî Bedirxan. [1511 uzun_bira] Piraniya wan li bexçê û dora malê ne, du zabît û du seresker jî hatine hundir û bi rêzdarî, li salonê, bi Emîn Âlî Beg re dipeyivin. [1512 uzun_bira] Celadet û Kamuran jî li nik bavê xwe ne. [1513 uzun_bira] Jin li aliyê mitbaxê ne. [1514 uzun_bira] Emîn Âlî Begê ko ji mêj ve bû, li benda vê rojê bû, bi aramî, li zabitê ko pê re dipeyive, guhdarî dike. [1515 uzun_bira] Belê, ew roj hatibû, roja ko di jiyana Bedirxaniyan û Celadet de rûpeleke nû ye û rûpelên romana Bîra Qederê ber bi cîh, war û diyarên nediyar dibin. [1516 uzun_bira] Çare nîn bû; ew roj dê bibûya perçeyekî qedera Celadet û rûpelên Bîra Qederê... Zabitê li pêşiyê rawestiyayî ji Emîn Âlî Beg re sebeba hatina xwe îzeh dike. [1517 uzun_bira] Di destê wî de jî kaxizeke zer û dirêj heye ko li serê biryara Sadrazam a sebeba hatina eskeran hatiye nivisîn. [1518 uzun_bira] Zabit bi rêzdarî biryarê dide Emîn Âlî Beg. [1519 uzun_bira] Emîn Âlî Beg, tiliya mezin a destê çepê li ser simbêlê wî yê şehkirî, li biryarê dinihêre. [1520 uzun_bira] Di binê biryarê de mohra nas a Sadrazam heye. [1521 uzun_bira] Kêliyeke dirêj, ew li kaxizê dinihêre û difikire, paşê ew li Celadet û Kamuran ko hema li kêleka wî ne, dinihêre, bêyî ko tiştekî bibêje yan jî bide diyarkirin... [1522 uzun_bira] Heke te îzin hebe, bihêle, ez bi xwe behsa wê rojê bikim. [1523 uzun_bira] Min ew roj dît, lê te bihîstiye û li serê xwendiye. [1524 uzun_bira] Dîtin û xeyalkirin ne mîna hev in. [1525 uzun_bira] Bihêle, çavên ko ew roj dîtine, bila bi zimanê bûyerê (ne bi zimanê romanekê) behsa wê rojê bikin... Fermana me rabûbû. [1526 uzun_bira] Roj, roja fermanê, fermana me kurdan û Bedirxaniyan bû. [1527 uzun_bira] Riyên welatên dûr û nenas, dîsan, li ber me vebûbûn, dîsan me dê xatir bixwesta û berê xwe bida welatên xerîbiyê. [1528 uzun_bira] Hingê, wê rojê, salê min sêzde, yê Kamo yandzde bûn û diya min, piştî Hîkmet, Tevfîk, Safter û Meziyetê, zarokekî nû dipa. [1529 uzun_bira] Hingê, di wan rojan de, êdî haya min ji her tiştî hebû û bejn û bala min di cîh de bû. [1530 uzun_bira] Ew roj, tevî her kitkitê, tê bîra min. [1531 uzun_bira] Her tişt bi mirina serekê belediyê, bi gotina hingê, şehremîniyê Stembolê Ridwan Paşa dest pê kiribû. [1532 uzun_bira] Danekî êvarê, li aliyê me yê Stembolê, Kadiköyê, Ridwan Paşa ji aliyê çar kurdan, bi demançê, hatibû kuştin. [1533 uzun_bira] Kurd, kurdên me bûn. [1534 uzun_bira] Hatin û çûyina wan a malên me, bi taybetî mala mamê min Alî Şamîl Paşa hebû. [1535 uzun_bira] Alî Şamîl Paşa, bi dû kuştina Ridwan Paşa re, li wan kurdan xwedî derketibû. [1536 uzun_bira] Ridwan Paşa... Ridwan Paşa-yê ko bû sebeba fermana me, mîna gelek kargerên dewleta Osmanî ko ji miletên din dihatin, dijminahî li me Bedirxaniyan dikir. [1537 uzun_bira] Sadrazam hingî arnawid bû. [1538 uzun_bira] Ew ji giranî, tesîr û nifûza Bedirxaniyan a li ser dewletê û Siltan Evdilhemîd ditirsiyan û li pey dek û dolaban bûn. [1539 uzun_bira] Hemû Bedirxanî, lê berî hemûyan jî kurmamê min Evdilrezak û mamê min Alî Şamîl Paşa stiriyên çavên wan bûn. [1540 uzun_bira] Evdilrezak Beg, bi gotina hingî, »Mabeyn mütercimî ve Şûra-yi Devlet Azasi« bû. [1541 uzun_bira] Alî Şamîl Paşa jî kumandarê qişla eskerî ya Selîmiyê, Üsküdarê û cîgirê »Hazretî Şehriyari« bû. [1542 uzun_bira] Yanê li Stembolê gotina wan ferman, kirina wan qanûn bû. [1543 uzun_bira] Ango ew li ber wezîr, paşa û kargerên mezin ên dewleta Osmanî kosp bûn. [1544 uzun_bira] Herkesî bi dijîtî û dijminahiya Evdilrezak Beg û Ridwan Paşa dizanîbû. [1545 uzun_bira] Lê gava Evdilrezak Beg konaxa xwe ya Şîşliyê ava kir, dijîtiya wan hîn kûrtir bibû. [1546 uzun_bira] Evdilrezak Beg dixwest rê heta ber mala wî ya nû were. [1547 uzun_bira] Ridwan Paşa »şehremînî« bû, riya ko Evdilrezak Beg dixwest, nedida çêkirin... Çîrokeke evçend basîd bi vî awayî dest pê kir û dirêj bû. [1548 uzun_bira] Teşqele, qîreqîr, şer û pevçûn li pey hev hatin û di dawiyê de jî, gava Ridwan Paşa û kurê wî Reşad, danekî êvarê, ji trêna Göztepeyê peya bûn, Ridwan Paşa bi heyşt guleyan kete erdê, ser axa rehmetê. [1549 uzun_bira] Ew heyşt guleyên ko li canê Ridwan Paşa ketin, bûn sebebên fermana me jî. [1550 uzun_bira] Wan heyşt beiîkan fersendeke welê da destê Sadrazam û neyarên din ên kurdan ko êdî tu kesî nikaribû rê li dek û dolabên wan bigirta. [1551 uzun_bira] Êdî rê vebûbû; ew ê bi ser ketina, em ê jî ber bi sirgûniyê biçûna... Siltan Evdilhemîdê ko nîşan dabûn bavê min, mam û kurmamên min parastibûn û gotibû ko kurd û tirk bira ne, mohra xwe li bin biryara sirgûna me xist. [1552 uzun_bira] Ne bi tenê Evdilrezak Beg, Alî Şamîl Paşa û kesên ko Ridwan Paşa kuştibûn, dê biçûna sirgûnê, em hemû, belê em hemû Bedirxanî dê biçûna. [1553 uzun_bira] Ne bi tenê Bedirxanpaşazade, lê çi kurdê ko bi awayekî pêwendiya wî û wê bi me re hebû, dê biçûya sirgûnê. [1554 uzun_bira] Ne bi tenê ew jî, cîran, heval û dostên Bedirxanpaşazadeyan jî dê biçûna. [1555 uzun_bira] Kerwana sirgunê pir dirêj bû. [1556 uzun_bira] Em Bedirxanpaşazade bi qasî sedûşest kesî û kurdên ko bi me re têkiliyên wan hebûn, bi qasî sê hezar kesî, belê, sêhezar kesî, diketin ser riya welatên dûr. [1557 uzun_bira] Em ji welatekî xerîbiyê ko lê hatibûn bicîhkirin, dîsan, diçûn welatekî din ê xerîbiyê. [1558 uzun_bira] Bi gotina bavê min, »dewra felekê li ser me kîn bû«, em lawên welatê xerîbiyê bûn, xerîbî qedera me bû. [1559 uzun_bira] Eger em dîsan werin ser wê rojê, zabitan wezîfa xwe dikirin; wan biryara fermanê ko bavê min bihîstibû, ji bavê min re gotin. [1560 uzun_bira] Em ê heta sibê hazir bûna, wan ê jî li ber deriyê bexçê nobet bigirtana û berbanga sibê, em ê di bin çavnêriya wan de biçûna Galatayê. [1561 uzun_bira] Belê, riya welatê nû yê xerîbiyê ji Galatayê dest pê dikir; ew herdu keştiyên ko dê me bibirana sirgûnê, keştiya »Mekke« û »Şewketî Derya« li wir, li benda me bûn. [1562 uzun_bira] Şewket-î Derya, keştiyeke navdar bû, li Stembolê herkesî navê wê bihîstibû. [1563 uzun_bira] Ew keştiyeke kevnare ya sirgûnê bû. [1564 uzun_bira] Ji mêj ve bû ko wê muxalîfên dewleta Osmanî û Siltan Evdilhemîd dibirin welatên germ ên mixrib û ereban, cîhê sirgûn û windabûnê. [1565 uzun_bira] Niha jî ew keştiya navdar û ya Mekkê ko jê nûtir û çêtir bû, ji bo me hatibûn hazirkirin. [1566 uzun_bira] Hin ji mamên min li Stembolê dijiyan, lê hinên wan jî li derveyî Stembolê. [1567 uzun_bira] Gelek kesên ji malbata me ya fireh, bi wezîfên cihê yên dewleta »Osmanî Âlî«, li deverên cihê dijiyan. [1568 uzun_bira] Lê biryara sirgûnê ji bo me hemûyan bû û her kesê ko Bedirxanpaşazade bû, diviya, bi gotina biryarê, li cîhê xwe »derdest« bûya. [1569 uzun_bira] Evdilrezak Beg û Osman Paşa li Mabeynê, çend gav ji Siltan Evdilhemîd bi dûr, hatin girtin. [1570 uzun_bira] Alî Şamîl Paşa li Qişla Selîmiyê, Husên Kenan Paşa li Yozgatê, cîhê ko ew lê miteserif bû, Kamîl Paşa li Hayfayê, Mihemed Elî û Mehmûd Beg li Beyrûdê, Mîthed, Murad, Hesen, Evdirehman û Bedrî Paşa li malên xwe hatin »derdest« kirin. [1571 uzun_bira] Kekê min Sureya jî li xwendegehê, Mekteb-î Sultaniyê... Ew Mekteb–î Sultaniye ko mektebeke bijarte bû û serek û kargerên pêşerojê yên Dewleta Osman-i Âlî digihandin û hema çi bigire cîhekî muqedes bû, wê rojê tijî esker û zabît bûbû, ji bo kekê min. [1572 uzun_bira] Heye ko haya te jê hebe, di wan rojên sirgûnê de, kitêbokek bi navê »Emîr Bedirxan« derket. [1573 uzun_bira] Kitêbok ji aliyê zanayên kurdên Stembolê û bi îmza »Lutfi« weşiya. [1574 uzun_bira] Li wir behsa kuştina Ridwan Paşa û sirgûna me jî dibe. [1575 uzun_bira] Hingî li ser kuştin û sirgûnê gelek tişt di cerîdeyên osmanî û fransizî de hatin nivisîn. [1576 uzun_bira] »Le Figaro« bi dirêjî li ser bûyerê nivisî. [1577 uzun_bira] Kurdan jî bi kitêbokê bûyer îzeh kirin û Siltan mîna curimdarê vê sirgûna ko mala gelek û gelek kurdan şewitan, îlan kirin. [1578 uzun_bira] Herwekî ko wan jî digot, sirgûn, ne ya çend kesan bû, ew ya zar û zêç, kal û pîr, jin û pîrejinan bû. [1579 uzun_bira] Sirgûn, ne ya cezakirina kuştinekê û mêrkujan bû, ew a kavilkirina malan, şewitandina dilan bû. [1580 uzun_bira] Sirgûn, sirgûna me kurdan bû. [1581 uzun_bira] Galata dê îcar jî bibûya şahîda bûyereke nû ya tarîxî; Galata, pira evîn û evîndaran, şahida tarîx û bûyeran, pira ko min jê ewçend hez dikir, dê niha li pey me, li pey keştiyên ko dê ji Marmarayê ber bi Zerya Spî giran giran xwe li ba bikirana, zikê avê biqelişandina û em, bi sedan meriv; zarok, jin, kal, pîr, paşa, zabit, karmend, xwende, bibirana deverên dûr, wê dê desmal hilda û bi zîzî strana veqetînê bigota. [1582 uzun_bira] Di berbanga dotira rojê de Galatayê destmal hilda. [1583 uzun_bira] Kayiqên eskerî hatin û em birin keştiyan ko hinekî ji Galatayê dûr lenger avêtibûn û li benda me bûn. [1584 uzun_bira] Ez çi bibêjim?.. Galatayê strana zîz a veqetînê digot... dewra felekê li ser me kîn bû... [1585 uzun_bira] «Dewra felekê li ser me kîn e / Bextê me reş e, kezeb birîn e; / Mesken ji me re niho nivîn e, / Binve kezeba min binve lo! [1586 uzun_bira] lo!..« [1587 uzun_bira] Li bajerekî dûr, pir dûr, Akkayê, di keleheke kevn û qaîm de, li bexçeyekî biçûk, Emîn Âlî Bedirxan li kêleka bîra bexçê rûniştiye. [1588 uzun_bira] Li lawê xwe yê biçûk Bedirxan ko li ser ejnûwên wî dirêj bûye, dinihêre. [1589 uzun_bira] Jina wî Samîha Xanim û zarokên wî, ji Sureya pê ve, li dora wî ne. [1590 uzun_bira] Bedirxan hê zarokê berşîr e. [1591 uzun_bira] Ew zarokê sirgûnê ye, li sirgûnê hatiye dinê. [1592 uzun_bira] Di vê jiyana nû ya dijwar a sirgûnê de bi tenê bûyina wî kêfxweşiyek daye malbatê. [1593 uzun_bira] Bi gotina Emîn Âlî Beg, di sala 1906-an de, divê bi tenê bûyina Bedirxan bi bîr were. [1594 uzun_bira] Ne tiştekî din, ne bûyereke din. [1595 uzun_bira] Hatina Bedirxan şênahiyek û kêfxweşiyek xiste nav zarokan. [1596 uzun_bira] Samîha Xanim pê şa bû, zarok pê bûn xwediyê kahniya kêf û lîstikê. [1597 uzun_bira] Emîn Âlî Beg jî li serê şiîr nivisîn û Mezoya biçûk, keça malê, Meziyetê jî li dorê, bi zimanê xwe yê hûrik û şêrîn, stran gotin. [1598 uzun_bira] Niha, di vê roja payiza 1906-an de, Bedirxan nexweş e. [1599 uzun_bira] Çavên wî venabin. [1600 uzun_bira] Şênahî û kêfxweşiya malê, bêhal bêhereket, mîna çira ber destê sibê, vedimire. [1601 uzun_bira] Ji dengê zîz ê Meziyeta biçûk pê ve, tu deng dernakeve. [1602 uzun_bira] Bi tenê ew, li kêleka bavê xwe, li »Berxo« dinihêre û hêdî hêdî şiîra bavê xwe dinehwirîne. [1603 uzun_bira] Di jiyana kesertijî de, vî danê êvarê jî, li kêleka bîrê, dîsan keser heye. [1604 uzun_bira] Jiyana sirgûniyê ya Emîn Âlî Beg û mala wî, piştî rêwîtiyeke dijwar, di keleha bajarê Akkayê de dest pê kir. [1605 uzun_bira] Bedirxanî her yek bi derekê de hatin şandin. [1606 uzun_bira] Keştiyan ew, mîna pelên payizê ko yek bi yek ji darê diweşin, li dever û bajarên nenas peya kirin; Evdilrezak Beg, Alî Şamîl Paşa, Osman Paşa, Mithed, Hesen, Xelîl Beg li Trablusgarbê hatin peya kirin û zîndankirin. [1607 uzun_bira] Yên din jî li Rodos, Nablus, Şam, Akka, Yemen, Tayif û hin bajarên din hatin belavkirin. [1608 uzun_bira] Cîhê jiyana sirgûniyê ya Emîn Âlî Beg û malbata wî bajarê Anatoliyê Sparte bû. [1609 uzun_bira] Ew li keleha Akkayê, di bin çavnêriya ordiyê de, li benda çûyina Spartayê man. [1610 uzun_bira] Rêwîtiya wan dewam dikir. [1611 uzun_bira] Lê jiyan, jiyan bû. [1612 uzun_bira] Jiyana nû li rêwîtiyê guhdarî nedikir, Bedirxan, di berbangekê de hatibû û bûbû pardarê jiyana wan. [1613 uzun_bira] Bi hatina wî re, Emîn Âlî Begê jî dest pê kiribû, piştî nîvroyan, li kêleka bîra bexçê rûne û şiîran li ser »berxê xwe« binivîse. [1614 uzun_bira] Tu tiştê ko wan di wê kelehê de bikira nîn bû. [1615 uzun_bira] Piştî nîvroyan Celadet û Kamuran ji bîrê av dikişandin û pê bexçe av didan, kursî û masa bavê xwe tanîn û li kêleka bîrê datanîn. [1616 uzun_bira] Samîha Xanimê jî sêv û porteqal perçe dikirin, ew dikirin sêniyekê biçûk û datanî ser masa mêrê xwe. [1617 uzun_bira] Hîkmet, Tevfîk, Safter û Mezo jî bi Bedirxan re dilîstin û ew dilorandin. [1618 uzun_bira] Lê niha Mezo dinehwirîne; »Ne mal û ne saxî û ne rahet, / Talan kirine hemî ji mîhnet; / Dijwar e gelek belayê xurbet, / Binve kezeba min binve lo! [1619 uzun_bira] lo!.... Hewqas tu mebêje ev çi hal e / Bê sebr mebe welê menale; / Ewn û kerema Xwedê heval e, / Binve kezeba min binve lo! [1620 uzun_bira] lo!...« Ew hem digirî, hem dibêje. [1621 uzun_bira] Samîha Xanima ko li kêleka mêrê xwe rûniştiye, jî bêdeng digirî. [1622 uzun_bira] Vî danê êvarê ji bîrê av nehatiye kişandin, Ceco û Kamo bexçe av nedane, li ser masê sêv û portakal nîn in, kes li esmanan nanihêre, teyr li esmanan naxuyin. [1623 uzun_bira] Bedirxan, Berxoyê mala me, mir. [1624 uzun_bira] Li ser ejnûyên bavê min, bi dengê zîz ê xweha min... Xurbet bû, jîneke dijwar û kirêt bû, bêgavî û bêçaretî bû. [1625 uzun_bira] Şiîra bavê min ko navê wê »Delaliya Zarowan« bû, lorînek bû, qîrînek bû. [1626 uzun_bira] Dengekî nerm mîna hewreşîm, xurt mîna pola bû ko li dijî bêgavî û bêçaretiyê bilind dibû. [1627 uzun_bira] Bi dû re, sala 1932-an, min ew şiîr di HAWAR´ê de weşand, tevî nivîsareke kurt. [1628 uzun_bira] Navê nivîsarê »Loriya Bedirxan« bû. [1629 uzun_bira] Di şeveke ronî ya havîna germ a Şamê de, ez firiyam û çûm nik bav û bapîr, dê û birayê xwe Berxo û min ew nivîsar nivisî. [1630 uzun_bira] Min di nivîsarê de weha digot; »Bi vê loriyê ne bapîrê min Bedirxan, lê neviyê wî, birayê min Bedirxan dinivînand û dilorandin. [1631 uzun_bira] Ev loriya ha ko bi xwe, bi ziman û mana xwe ve hêja ye, ji bona min, ji hêleke din bîreke mezin û zelûl e. [1632 uzun_bira] Pê bapîr, bav, dê û birayê min -ko her car ji zûda gehîştine rehmeta Xwedê- têne bîra min. [1633 uzun_bira] Ji ber ko Bedirxan navlêkirî ye, tê de navê bapîrê min heye. [1634 uzun_bira] Ew Bedirxanê ko bi xurtî û mezinahiya xwe ve navê xwe, li şûna navê malbatekê xistiye. [1635 uzun_bira] Ew Bedirxanê ko ji bona yekitiya Kurdistanê xebitiye, ji bona serxwebûna Kurdistanê ketiye şer û qrênan û her tiştên xwe di vê riyê de feda kiriye û ji bona wê jî miriye. [1636 uzun_bira] Ev lorî bavê min ji birayê min re gotiye. [1637 uzun_bira] Ew bavê ko ji min re ne tinê xwîna xwe a pak daye -ew xwîna kurdî ko bi hezar salan ve di zozanên Botan de bi bayên bakurî honik dibû û di Cizîrê de di nav germiya lat û zinarên Burca-Belek de dikeliha û her gav di meydanên şer û rûmetê de ji sîngên dahatiyên malbata Azîzan dihat rêtin û ji rayên wan vedimîzt -lê ez ji dil û hişê kurdanî bi xwedî kirim û xistim wê riya ko ew bi xwe û bavê wî tê de mirin. [1638 uzun_bira] Ev lorî, diya min distrand û pê birayê min dinivînand. [1639 uzun_bira] Ev diya ko gava ez hejdeh, niwanzdeh salî bûm û min dil kir ez bikevim mekteba herbiyê, ji min re gotibû: -Ma ji te re ne namûs e? [1640 uzun_bira] Tu çawan bikevî mekteba herbiyê û bibî zabitê tirko. [1641 uzun_bira] Ev tirko ko welatê te ji destê te standine, miletê te xistine xulamiyê, bapîrê te dîl û malbata te pêrîşan kirine û hon avêtine zîvariyê. [1642 uzun_bira] Ev loriya ha ji birayê min ê kiçîk Bedirxan re dihat gotin. [1643 uzun_bira] Ev birayê ko Xwedê di menfayê de da û di menfayê de standibû. [1644 uzun_bira] Ev birayê kiçîk û delal ko di nav sê çar saetan de ser ejnûwên bavê min, di keleha Akkayê de mir...« [1645 uzun_bira] Bibore ko min weha dirêj kir. [1646 uzun_bira] Lê carina veguhezandina nivîsarên kevn dikarin xweş alîkarî li yên nû bikin û saloxdanên çêtir bînin pê. [1647 uzun_bira] Xwîdan li ser eniya Emîn Âlî Beg civiyaye. [1648 uzun_bira] Ew li lawê xwe yê biçûk dinihêre. [1649 uzun_bira] Bi destê xwe yê rastê serrûyê lêwik, bi hêdîka, mist dide. [1650 uzun_bira] Dilopên xwîdanê û giriyê bi ûsil dikevin nav hev. [1651 uzun_bira] Dilopên avê yên li ser kevirên bîrê, bi aramî û rêzdarî, hevaltî li dilopên din dikin. [1652 uzun_bira] Kerba bêçaretî û kesera veqetînê, bi ûsil, dilên li dora bîra keleha Akkayê diguvişînin. [1653 uzun_bira] Bîra bêdeng ko bûye pardarê jiyana rojane ya dilên derketî, niha jî, bi ûsil, bi wan re li şînê rûdine. [1654 uzun_bira] Bîra bêdeng li Spartayê ko bûye pardarê jiyana rojane ya mala Emîn Âlî Begê, niha jî, bi ûsil, bi wan re di şînê de ye. [1655 uzun_bira] Şîn ji malê kêm nabe. [1656 uzun_bira] Her gav ew xebereke nexweş dibihîsin, xebera mirina yekî hezkirî bi wan digihê. [1657 uzun_bira] Digel ko malbata Bedirxanî li her aliyên tixûbên dewleta Osmanî hatine belavkirin, ew xeberên xwe digihînin hev. [1658 uzun_bira] Xeberên jiyana menfayê, xeberên keser û hesretê. [1659 uzun_bira] Berî niha bi du rojan, di vê zivistana 1907-an de, xebereke nû ya nexweş gihiya wan; Alî Şamîl Paşa li zîndanên Trablusgarbê wefat kiriye. [1660 uzun_bira] Emîn Âlî Begê her xeberên nexweş ên Alî Şamîl Paşa û Evdilrezak Begê dibihîst. [1661 uzun_bira] Dewlet bi taybetî li ser herduyan disekinî. [1662 uzun_bira] Jixwe Evdilrezak Beg bi îdamê hatibû cezakirin, lê di deqa dawîn de Padîşah cezayê wî qulipandibû ser hepsa muebed. [1663 uzun_bira] Herçî jiyana wan a zîndanê bû, gotin têrî kirêtî û dijwariya wê nedikirin. [1664 uzun_bira] Evdilrezak Begê, bi alîkariya zabitekî dostê wan, xeberên xwe yên zîndanê bi »dinya derve« gihandibû. [1665 uzun_bira] Li gora vê xeberê, ew di odeyeke tarî de hatibû zîndankirin, wî, bi mehan, ji nobedarê ko jê re xwarin tianî pê ve, tu kes nedîtibû, ew derneketibû derve, odeya wî ya zîndanê ewçend tarî bû ko wî roj û şev tevî hev kirine, mişkên mezin bûne hevalên wî yên zîndanê. [1666 uzun_bira] Rewşa girtiyên din jî, kêmzêde, weha bû. [1667 uzun_bira] Dilê Alî Şamîl Paşa yê maxrûr û serbilind dê çawan li hember vê rewşa nizm û kirêt xwe rabigirta?.. Mirina Alî Şamîl Paşa bû darbeyeke xedar û mîna zompekî giran, li ser sînga Emîn Begê ket. [1668 uzun_bira] Alî Şamîl Paşa kekê wî bû, bi dû Hemîd Tellî Begê re, mezintirîn lawê Mîr Bedirxan bû. [1669 uzun_bira] Ji ber ko Hemîd Tellî Beg kor bû û ji wan bi dûr, li Şamê, dijiya, mezinê malbatê li Stembolê Alî Şamîl Paşa bû. [1670 uzun_bira] Ew nexwende, lê bîrewer û xurt bû. [1671 uzun_bira] Qehremaniyên wî yên şer û pevçûnan li ser zimanan bû. [1672 uzun_bira] Mîr Bedirxan, malbata Mîr, Bedirxanîbûn, welatê bav û kalan Cizîra Botan her tiştê wî bû. [1673 uzun_bira] Lê wî niha çavên xwe li welatekî pir dûr, di zîndanekî tarî de girtibûn û dewletê rê nedabû ko meyitê wî bişînin Cizîra Botanê yan jî Stembolê. [1674 uzun_bira] Ew mîna kesekî bênas, bêheval, bêkes, bêpişt, li axeke nenas hatibû veşartin. [1675 uzun_bira] Şîna wî nehatibû girêdan, xwişkên wî di şîna wî de li ser xurtiya wî nelorandibûn, birayên wî li ser gora wî fatîhe nexwendibûn. [1676 uzun_bira] Ew her yek li derekî belav bûn. [1677 uzun_bira] Bi taybetî jî vê yekê Emîn Âlî Beg gelekî diêşand. [1678 uzun_bira] Niha ew li şîna birayê xwe rûniştibû. [1679 uzun_bira] Bi kê re? [1680 uzun_bira] Hema bi tu kesî re. [1681 uzun_bira] Li Spartayê, hema çi bigire, qet nasên wan yan jî kurd nîn bûn. [1682 uzun_bira] Bi tenê li derveyî Spartayê, nêzîkê Yalvaç û Gelendostê çend malbatên kurd hebûn. [1683 uzun_bira] Berî niha bi 50-60 salan, di navenda 1800-an de, ew ji deverên Hakkarê hatibûn sirgûnkirin. [1684 uzun_bira] Çaxa wan bihîstibû ko Emîn Âlî Beg, lawê Mîr Bedirxan, hatibû Spartayê, ew hema hatibûn serdana wî. [1685 uzun_bira] Pêwendiyên wan û Emîn Âlî Begê bi hev re hebûn. [1686 uzun_bira] Niha jî di şîna Alî Şamîl Paşa de, ew derin û tên mala Emîn Âlî Beg. [1687 uzun_bira] Mala ko Emîn Alî Beg û zarokên wî tê de dijiyan, di navenda Spartayê de, maleke du qatî û bi bexçe bû. [1688 uzun_bira] Kes û nasên wan li bajêr nîn bûn. [1689 uzun_bira] Emîn Âlî Beg hertim li malê bû, bi tenê carina diçû »Tüccarlar Külübü« ya bajêr û li wir ji eşraf û begên bajêr kesin didîtin û bi wan re li ser hal û hewalê dewleta osmanî û bûyerên rojane dipeyivî. [1690 uzun_bira] Dewletê her meh maeşekî biçûk didayê û malbatê bi wî maeşî, bi zehmetî, debara xwe dikir. [1691 uzun_bira] Gava ew nû hatibûn Spartayê û ev xanî peyda kiribûn, hingê xanî ne ewçend tekûz bû; bexçe xirbe, bîra li bexçê miçiqî û devgirtî, kevirên nerdewanên herdu qatan şehetî, siwaxa odeyan rijiyayî û her der gemarî bû. [1692 uzun_bira] Avakirina xênî ji bo malbatê bû meşgaleyeke baş. [1693 uzun_bira] Tevî du karkerên ermen ên bajêr, wan di nav çed mehan de mal kirin mîna qesrekê. [1694 uzun_bira] Banê xênî ji nû ve hate raxistin, siwaxeke spî li dîwaran hate reşandin, mitbax bi carekê lêbû, serşokeke nû çêbû, kevirên pêpîlokên nerdewan bi kirêca spî hatin qaîmkirin, devê bîrê vebû û gemariya tê jê hate derxistin û bîr ji nû ve hate vejandin û bexçe bû bexçeyekî kesk û şîn, tê de lemên xiyar, qitik, firengî, îsot û bacanan bejn avêtin. [1695 uzun_bira] Di avakirina van hemû tiştan de Celadet û Kamuran mîna du mûriyên karker her alîkarî li karkeran kirin û bi şev û roj xebitîn. [1696 uzun_bira] Heta katekê Hîkmet jî alîkariya wan kir. [1697 uzun_bira] Wan li Akkayê, li kêleka bîrekê, jiyaneke pepûk winda kiribûn. [1698 uzun_bira] Lê bîra mala wan a Spartayê jiyan dida bexçê. [1699 uzun_bira] Karkerên ermen dora devê bîrê bi du qor kevirên nehît, pir xweş, mîna birceke kelehekê lêkiribûn, bîreke genî û xetimî qulipandibûn ser avahiyeke spehî. [1700 uzun_bira] Tu dizanî, gotineke birayên me aşuriyan heye, dibêjin, »Ava bîran bi tedbîr e.« Me jî ava bîra xwe bi tedbîr bi kar tanî, lê digel vê, wê têra her tiştê me dikir. [1701 uzun_bira] Destê bavê min pir teng bû. [1702 uzun_bira] Bi xêra bîrê, me sevzên malê hemû li bexçê diçandin. [1703 uzun_bira] Em li Spartayê mêvan bûn. [1704 uzun_bira] Em ê, îro, sibê, biçûna. [1705 uzun_bira] Lê belê, herçend em mêvan bûn, ewçend jî em li wir dijiyan. [1706 uzun_bira] Bavo û me jîneke rojane diviya. [1707 uzun_bira] Menfa bêyom bû, xeber nexweş bûn, li bajêr xêrxwaz kêm bûn, best û kêf nîn bûn, coş dûr bû. [1708 uzun_bira] Bi kurtahî, jîn xerîb bû, jîna xerîbiyê bû. [1709 uzun_bira] Digel vê hindê, ew jîn bû. [1710 uzun_bira] Sparte bajarekî kevnare û biçûk ê têkel bû, tê de tirk, rûm û ermen hebûn. [1711 uzun_bira] Hin dibistanên tirk, ermen û rûman li bajêr hebûn. [1712 uzun_bira] Ji nav wan dibistana Aramyan a ermenan hem pir xweş hem jî navdar bû. [1713 uzun_bira] Me di dibistanên tirkan de dest bi xwendinê kir. [1714 uzun_bira] Li malê jî bav û diya min û Şehrîban ko bi me re hatibû, tevî bira û xweha min, rojên wekhev li hev zêde dikirin. [1715 uzun_bira] Herwekî te got, hin mal û eşîrên kurdan jî li der û dorên Spartayê hatibûn cîwar kirin. [1716 uzun_bira] Carina bavê min diçû serdana wan. [1717 uzun_bira] Gava çûyina wî dihat rojên îniyan, ko hingî em nediçûn dibistanê, ez û Kamo jî pê re diçûn. [1718 uzun_bira] Em ji Deşta Spartayê dibihurîn û diçûn nav eşîrên kurdan, konên wan ên reş. [1719 uzun_bira] Carina jî bavê min hemû mal bi xwe dibir seyrangehê, Gola Kovada û Geliyê Aksu. [1720 uzun_bira] Li dora Golê darên kevn, qehîm û xweş ên gwihîz, bî û spîndaran hebûn. [1721 uzun_bira] Me mehfûrên xwe li binê daran radixistin, xwarinên ko diya min û Şehrîbanê hazir kiribûn, derdixistin û ew dixwarin. [1722 uzun_bira] Mîna niha tê bîra min; hingî bavo pişta xwe dida darekê û rojname û kitabên xwe dixwendin. [1723 uzun_bira] Mezo jî bi dengê xwe yê xweş stran digotin. [1724 uzun_bira] Ez û Kamo û Hîkmet li nav daran digeriyan û Tevfîk û Safter jî li dora diya min û Şehrîbanê dibeziyan. [1725 uzun_bira] Îro hin serekeşîrên kurdan hatine û sersaxî ji Emîn Âlî Beg û kurdan re dixwazin. [1726 uzun_bira] Ew li kêleka Emîn Âlî Beg li ser doşek û mehfûrên rengîn rûniştine, qahwa tahl vedixwin û dibêjin; [1727 uzun_bira] – Bila serê we, serê me, serê kurdan sax be. [1728 uzun_bira] Rehma xwedê lê be, Alî Şamîl Paşa, lawê mîrê me yê mezin î gorbehîşt çûye rehmetê, lê ruhê wî yê şad bijî. [1729 uzun_bira] Li menfayê şîn dijwar e. [1730 uzun_bira] Lê menfa mêvanî ye. [1731 uzun_bira] Qey Xwedê dê rojekê vegera me jî bike nasîbî me. [1732 uzun_bira] Çavê me li rê, li benda wê rojê ye... [1733 uzun_bira] Xwedê ev roj jî kir nasîbî me, çavê me li rê, li benda vê rojê bû... Ji kêfa Amojna Sitî re payan tune. [1734 uzun_bira] Emîn Âlî Beg, tevî jin û zarokên xwe, vegeriyaye Stembolê, mala xwe. [1735 uzun_bira] Amojna Sitî zarok û neviyên xwe, dîsan, bi çavan, dîtine. [1736 uzun_bira] Bedirxanî yek bi yek, ji deverên dûr, vedigerin. [1737 uzun_bira] Derketî û muxalifên Siltan Evdilhemîd ko ketibûn ber xezeba wî, vedigerin. [1738 uzun_bira] Heyameke nû dest pê kiriye, ba û pêlên nû hawirdor vegirtine. [1739 uzun_bira] Bîhna serbestî û azadiyê ji Stembolê û deverên dewleta Osmanî difûre. [1740 uzun_bira] Sala 1908-an bi coş û heyecaneke boş, bi rûdan û bûyerên tarîxî diqulipe ser sala 1909-an. [1741 uzun_bira] Belê, li gora »waqa-nûser« û tarîxnasan, rûpeleke nû ya dewleta Osmanî vebûye; Meşrûtiyeta Duwemîn dest pê kiriye. [1742 uzun_bira] Êdî Siltan Evdilhemîd ne desthilat e. [1743 uzun_bira] Gerçî ew hê jî siltan û serekê dewletê ye, hê jî li saraya Dolmabahçê, Yildiz Sarayiyê mîna padîşeh, li ser textê zêrîn rûniştiye, lê nema »hakîmê mutleqê« dewletê ye. [1744 uzun_bira] Êdî sadrazamên wî nîn in, hukumetên wî nîn in, teşkîlata wî ya îstîxbarat û sîxuriyê nîn e, ordiya wî nîn e. [1745 uzun_bira] Stêrkên ko di esmanên Boðazîçiyê de dixurûcin, yên wî nîn in. [1746 uzun_bira] Karîna dewletê û çerxa gerandina karên wê ketiye destê komeleyekê ko jê re dibêjin »Ittîhat we Terakkî Cemiyeti.« »Ittîhat we Terakkî« ko xwe mîna »Nigehbân-i Meşrutiyetê« dibîne û dê di rûpelên bê de gelekî tesîr li rê û xaçeriyên romana Bîra Qederê bike, piranî ji zabit û sereskeran hatiye pê. [1747 uzun_bira] Kes, hêz û quwetên ko ji hukimdariya Siltan Evdilhemîd nerazî bûn, gihîştin hev û di rêberiya »Ittîhat we Terakkî Cemiyetî« de li dijî Evdilhemîd serî hildan. [1748 uzun_bira] Û niha serhildan bi ser ketiye; Evdilhemîd hemû şertên serekên serhildanê qebûl kirine. [1749 uzun_bira] Sadrazam guheriye, hukimet guheriye, gelek ji paşa û sereskeran guherîne. [1750 uzun_bira] Kanûn-i Esasî ko ji sala 1876-an û vir ve bi kar nedihat, qebûl bûye, Qanûna Tatîl-î Eşgal ko pêwendiya karker û karbidestan bi rê dixîne, derketiye. [1751 uzun_bira] Azadiya çap û çapemeniyê qebûl bûye. [1752 uzun_bira] Hilbijartina giştî çêdibe, Meclis-î Mebûsan ko daxwaza herî girîng a serhildanê bû, vedibe. [1753 uzun_bira] Jiyana siyasî ya dewleta Osmanî ji binî ve diguhere. [1754 uzun_bira] Bi gotina rojnamên Times û Ikdam-ê, dewlet û Stembol diçelqe. [1755 uzun_bira] Li her derê civîn, xwepêşandan, meş û xeberdan heye. [1756 uzun_bira] Hemû çîn û komên civata Osmanî li pê ne û li pey mafên xwe ne. [1757 uzun_bira] Gelên netirk yên Dewleta Osmanî li hêviya mafên xwe yên neteweyî ne. [1758 uzun_bira] Meydan vebûne, qîrîna serbestî û azadiyê bilind dibe; »Yaşasin hüriyyet!.. yaşasin adalet!.. yaşasin eşîtlîk!..« [1759 uzun_bira] Navenda van hemû guherîn, bûyer û rûdanên tarîxî jî, bêşik, Galata û doraliyên Galatayê ye. [1760 uzun_bira] Li milekî Cade-î Kebîr, Beyoðlu, taxên ermen, cihû, yewnan, îtalî û balyozxanên dewletên Rojava, li milekî jî Bab-i Âlî û Caðaloðlu, Galata dîsan bûye şahîdeke bêhempa, dîsan bûye hoste û tarîxeke nû dihûne, bûye zêrker û wextê dineqişîne, bûye waqa´nûser û her tiştî derbasî defteran dike. [1761 uzun_bira] Keştî tên û hinekî ji Galatayê bi dûr lenger davêjin û bi qayikan derketiyên azarkêş ên do dişînin Galatayê da ko Galata wan hembêz bike, xêrhatinî li wan bike, birînên wan bicebirîne, wan ji nû ve têxe nav jiyana Stembolê ya tevlihev. [1762 uzun_bira] Stembol; qedera min, navenda jîna min. [1763 uzun_bira] Stembol; warê hatin û hebûna min, siya min. [1764 uzun_bira] Stembol; li welatê xerîbiyê welatê min, welatê xerîbekî li welatê xerîbiyê, ji Kurdistanê dûr Kurdistana min... Em dîsan vegeriyabûn Stembolê, mala xwe. [1765 uzun_bira] Kekê min Sureya jî, ji Misirê, hatibû. [1766 uzun_bira] Mal şên dibû, malbat geş dibû. [1767 uzun_bira] Her roj Bedirxanpaşazadeyekî, bîranîn û tecrubên kirêt û nexweş ên menfayê pê re, dihat. [1768 uzun_bira] Evçend tecrubên mezin, fireh û kûr. [1769 uzun_bira] Evçend rengîn û pirali. [1770 uzun_bira] Kîjan gotin dikarin têrî taswîrkirina wan bikin? [1771 uzun_bira] Ax ev gotinên bêkêr, bêkeys û bêruh!.. Tu jî, mîna herkesê ko xwe dispêre gotinan û dixwaze ji wan jîneke nû bîne pê, dixwazî (yan jî em bibêjin, hewl didî) ruh bidî gotinan, can bidî wan rojan... Lê tu dê bi kîjan gotinan bikaribî vegera me û wan rojên şoreşê yên Stembolê vejînî? [1772 uzun_bira] Em vegeriyabûn. [1773 uzun_bira] Mal li hêviya me bû. [1774 uzun_bira] Metên min, Amojna Sitî ko taqeta wê nîn bû, bi me re bihata menfayê û li nik meta min Melekê dijiya, li hêviya me bû. [1775 uzun_bira] Kadiköy, Stembol û Galata li hêviya me bû. [1776 uzun_bira] Heyama nû ya tevîhev, jîna nû ya nenas li hêviya me bû. [1777 uzun_bira] Lê pêşî me miriyên xwe ziyaret kirin û ew defn kirin. [1778 uzun_bira] Madame Stella, yan jî bi gotina min Madame Tikanis, kahniya germahiyê, wefat kiribû. [1779 uzun_bira] Ez, Dayê, Şehrîban, Kamo û Mezo çûn Goristana Yewnanan û me gora wê ziyaret kir. [1780 uzun_bira] Alî Şamîl Paşa li menfayê wefat kiribû. [1781 uzun_bira] Bav û mamên min cenaza wî dan anîn û me ew li Goristana Karacaahmet ko gelek Bedirxanpaşazade lê razayîbûn, weşart. [1782 uzun_bira] Mihemed Begê Wanî ko Ridwan Paşa kuştibû, li zîndanên Trablûsgarbê di bin îşkencê de wefat kiribû. [1783 uzun_bira] Cenazê wî hat û me ew li Goristana Üsküdarê defn kir. [1784 uzun_bira] Dapîra me hemûyan Rûşen Xanim li Şamê wefat kiribû. [1785 uzun_bira] Ji bo wê, me li bexçê mala xwe şitleke dara henaran çand. [1786 uzun_bira] Menfa bêşop nebihurîbû. [1787 uzun_bira] Piştî miriyên me, em çûn Galatayê, pêşiya derketiyên xwe. [1788 uzun_bira] Ew dihatin, ji Behra Spî, mîna pêlên wê. [1789 uzun_bira] Rojekê ez, Bavo, kekê min Sureya, Kamo û hin ji mam û metên min, em çûn pêşiya mamê min Husên Paşa. [1790 uzun_bira] Ew ji Taifê di-hat. [1791 uzun_bira] Mewlanzade Rifat Beg ko dê di rojên bê de bibûya mamoste, hoste û hevalê min, pê re bû. [1792 uzun_bira] Ew jî ji Yemenê dihat. [1793 uzun_bira] Galata dîsan bûbû roja mahşerê, deng digihiyan esmanan. [1794 uzun_bira] Her celeb însan, her celeb erebe û payton li wir bûn. [1795 uzun_bira] Bi hezaran kes hatibûn û li hêviya derketiyan bûn. [1796 uzun_bira] Derketiyên ko di bêdengiya berbangên sibê de çûbûn, niha di mahşera danên êvarê de dihatin. [1797 uzun_bira] Ew deqa ko mamê min hat, mîna tabloyeke rengîn tu carî ji bîra min neçû. [1798 uzun_bira] Bavo dest da wî, ew, bi alîkariya Bavo, ji qayikê peya bû. [1799 uzun_bira] Dest di destan de, bîskekê, bi çavên kentijî û şil, li hev nihêrîn û paşê hevûdu pihêt hembez kirin. [1800 uzun_bira] Hingî wext sekinî... [1801 uzun_bira] Amojna Sitî ko êdî bi zehmetî digere, heta bi zehmetî xwe dilivîne, ji bo law û neviyên xwe, vê êvarê, nanê tîrê pijandiye û xwarinên welêt, yên Cizîra Botanê, çêkirine. [1802 uzun_bira] Bîhneke ecêb xweş ji xwarinên singûsîr, pelezîz, eprax û epraxê sîran difûre. [1803 uzun_bira] Tevî Samîha Xanim û Şehrîbanê, Meziyet, Safter, Tevfîk û Hîkmet jî li mitbaxê, li dora wê ne. [1804 uzun_bira] Ew hem li xwarinan dinihêre û hem jî bi zarokan re, bi kurdiya xwe ya paqij, dipeyive. [1805 uzun_bira] Bask nîn in ko ew pê bifire. [1806 uzun_bira] Zarok, melayikeyên rastîn li dorê ne, geşiya ruhê wê dîsan hatine. [1807 uzun_bira] – Epraxê sîran bidin pîran. [1808 uzun_bira] Epraxê birincan bidin law û gencan... [1809 uzun_bira] Amojna we li dora we bigere, berxikên min, rindikên min, ew dibêje û Safter maç dike. [1810 uzun_bira] Mîna ko straneke nû ya osmanî dibêje; dinya xweş e, wext û dewran xweş e. [1811 uzun_bira] FOTOGRAF 4: Evîndarê evînê, şagirtê Ovidius; Celadet [1812 uzun_bira] Dinya xweş e, wext û dewran xweş e. [1813 uzun_bira] Ji salan 1909, ji mehan nîsan, ji rojan jî 10 e. [1814 uzun_bira] Bihar bi kirasê xwe yê kesk, bi rûyê xwe yê gewher hatiye. [1815 uzun_bira] Galata, Beyoðlu û Cade-î Kebîr bi şênî û alên Osmanî tijî bûne. [1816 uzun_bira] Beroşa siyasî ya dewleta Osmanî dûkel e, bûyer li pey hev tên, guherînên mezin her li dar in. [1817 uzun_bira] Îro jî dîsan guherîneke mezin hatiye pê; Siltan Reşad hatiye ser hukim û li ser textê zêrîn ê padîşahiya dewleta Osmanî rûniştiye. [1818 uzun_bira] Bi vê guherînê, herkes bawer dike ko rûpeleke nû vedibe. [1819 uzun_bira] Û dewlet û Stembol vê rûpela nû pîroz dikin û di kêfa vê rûpela nû de ne. [1820 uzun_bira] Tevî vê rûpela nû ya dewleta Osmanî, navekî nû û girîng ê romana Bîra Qederê jî, îro, dikeve nav rûpelên romanê; Rûşen, yan jî bi gotineke din Rewşen... Belê, ji xwarziyê Emîn Beg û pismamê Celadet, Mihemed Salih re keçek bûye. [1821 uzun_bira] Mihemed Salih ko tevî bermaliya xwe li Qeyseriyê dijî, mizgîniya bûyina keçikê, hema di cîh de, bi telgrafê, bi Stembolê gîhandiye. [1822 uzun_bira] Ew di telgrafa xwe de bi kurtî weha dibêje; »Saadetli Emîn Beyefendi Hazretlerine... Bir kýzým oldu. [1823 uzun_bira] Hepimizin gözü aydýn. [1824 uzun_bira] ‹smini merhum ninemizin hatýrasýna Ruşen koyduk...« [1825 uzun_bira] Îro, di vê roja tarîxî de, Celadet, tevî birayê xwe Kamuran û çend hevalên xwe, li ser Cade-î Kebîr, li studyoya »Apollon Fotografhanesi« ne. [1826 uzun_bira] Berî îro bi du hefteyan, Celadet li vir fotograf daye kişandin û îro jî, di nav vê hatin û çûyina boş de, ew hatiye fotografa xwe werbigire. [1827 uzun_bira] Ew, Kamo û hevalên wî, bi hev re, li fotografê, kaxiza nemir, dinihêrin. [1828 uzun_bira] Fotograf reş û spî ye. [1829 uzun_bira] Celadet ko niha şanzde salî ye, li kamerayê dinihêre. [1830 uzun_bira] Bedlekî kincên reş lê ye. [1831 uzun_bira] Digel ko ew hê gelekî xort e, nêrîn û rawestina wî, awir û lixwekirina wî ya peyayên gihîştî ye. [1832 uzun_bira] Ew, li piyan, mîna aktorekî ko hay ji xwe û ji karê xwe heye, hinekî xwar sekiniye. [1833 uzun_bira] Hemû rûyê wî dixuye, lê ne herdu guh, bi tenê guhekî. [1834 uzun_bira] Porê wî, pir xweşik, bi paşî de şeh bûye. [1835 uzun_bira] Ji aliyên herdu cênîkan por kurt jêbûye. [1836 uzun_bira] Guhê çepê ko li ser kaxiza nemir dixuye, dirêj e, ji guhekî normal dirêjtir e. [1837 uzun_bira] Enî mîna asoyeke zelal yan jî heyveroneke spî, vekirî ye. [1838 uzun_bira] Li ser enî tu xêzên qermiçî yan jî siyên umir û jiyanê nîn in, jiyanê hê enî bi şopên xwe yên kûr neneqişandiye. [1839 uzun_bira] Enî mîna kaxizike spî ko hê tiştekî lê nebûye, dixuye. [1840 uzun_bira] Enî jî mîna beden, rû, mil û sîng fireh e. [1841 uzun_bira] Navçav jî her weha ye, ew mîna giravekê ko di navbera du lehiyan de ye, dixuye. [1842 uzun_bira] Birûyên wî mîna lehiyan ewçend dirêj, reş û gur in. [1843 uzun_bira] Birû û di navbera wan de navçav firehiya enî temam dikin. [1844 uzun_bira] Herçend firehiyek di navbera por û birûyan de heye, ewçend jî navberiyeke ji normalê zêdetir di navbera birû û çavan de jî heye. [1845 uzun_bira] Piştî enî tiştê herî balkêş ê li ser rû çav in. [1846 uzun_bira] Çav reş in; mîna du kahniyên kûr, mîna du stêrkên çirûsî dixuyin. [1847 uzun_bira] Çav li pêşiyê, li kamerayê dinihêrin. [1848 uzun_bira] Cîddî û giran, kûr û manedar. [1849 uzun_bira] Germahî û balkêşî, tesîr û nermî ji çavan dixuyin. [1850 uzun_bira] Meriv xwe ranagire û li çavan dinihêre. [1851 uzun_bira] Poz jî, mîna çavan, balkêş e. [1852 uzun_bira] Herwekî hemû pozên Bedirxaniyan, pozê Celadet jî gir û dirêj e. [1853 uzun_bira] Lê dirêjahiyeke lihevhatî û xweş. [1854 uzun_bira] Bi gotina dapîra wî Ruşen Xanimê, pozê Celadet mîna pozê beranan e. [1855 uzun_bira] Tevî ko fotograf ne ewçend mezin e, dîsan jî difnên poz jê baş dixuyin. [1856 uzun_bira] Difn jî fireh in. [1857 uzun_bira] Hinarik û gum jî li gora rûyê gulover in; fireh. [1858 uzun_bira] Dev ko li gora enî, çav, guh û poz, pir biçûktir e, girtî ye. [1859 uzun_bira] Lêv bi awayekî rehet û serbest li ser hev in. [1860 uzun_bira] Kortahiyeke biçûk di navbera lêvan û çenê de heye. [1861 uzun_bira] Ji vê kortiyê jî hîn biçûk, kortiyeke din jî di çenegehê de dixuye. [1862 uzun_bira] Guloveriya rû bi çenegehê temam dibe. [1863 uzun_bira] Belê, rû esmer, gulover û dirêj e. [1864 uzun_bira] Li ser rû hê ne simbêl ne jî rîh heye. [1865 uzun_bira] Rû, rûyê xortekî nûhatî, jiyaneke teze, ruhekî geş e. [1866 uzun_bira] Ewçend paqij û rind, masûm û hêvîdar, ewçend ji şopên derd û keseran bi dûr. [1867 uzun_bira] Lê eger meriv pir baş li fotografê binihêre, heye ko meriv di kûrahiya çavan de hin nîşandekên keserê bibîne. [1868 uzun_bira] Rû nakene, awirekî cîddî li serê ye. [1869 uzun_bira] Cîddiyeta li ser rû ji xortiya rû pir zêde ye. [1870 uzun_bira] Herçî stû ye, qut û qaling e. [1871 uzun_bira] Jixwe gomleg heta ber devê qirikê hatiye. [1872 uzun_bira] Stû zêde ne xuyaye. [1873 uzun_bira] Gomleg spî ye û li gora moda salên 1900-an e. [1874 uzun_bira] Qirawateke reş pê ve ye. [1875 uzun_bira] Gomleg û qirawat ahenga kincan temam dikin. [1876 uzun_bira] Kincên reş, êlegê reş, gomlegê spî û qirawatê reş. [1877 uzun_bira] Reş û spî, pir bi zanîn, li hev hatine anîn. [1878 uzun_bira] Yaxeyên gomleg û çakêt jî li hev in, herdu jî dirêj in. [1879 uzun_bira] Pêşiya çakêt vekiriye û jê êleg xuyaye. [1880 uzun_bira] Êleg perçeyê »kostymê« e û ew bi şeş kumçikan heta jor girtî ye. [1881 uzun_bira] Çakêtê kriwazor, gomlegê stûdirêj, êlegê pirkumçik, qirawat... ev hemû nîşanî daxwaza mezin bûyin, zilambûyinê ne. [1882 uzun_bira] Tiştê herî balkêş ê fotografê, tevî rawestina Celadet, destên wî ne. [1883 uzun_bira] Wî pêşiya çakêt vekiriye, ji herdu aliyan hinekî ber bi paş biriye û destên xwe ji ser re xistine bêrîkên pantolonê xwe. [1884 uzun_bira] Bi van destên di bêrîkan de, tablo temam dibe; xortekî ji xwe bawer, emîn, razî, maxrûr, têgihîştî, jîr, bikêr, xurt, lê di eynî wextê de saf, bi heyecan, ziravbihîstiyar. [1885 uzun_bira] Ew di fotografê de serbest sekiniye. [1886 uzun_bira] Serî û stû hinekî xwar, pêşiya çakêt vekirî, dest di bêrîkên pantolon de. [1887 uzun_bira] Lê ev serbestiya rawestinê ne li gora cîddiyeta rû ye. [1888 uzun_bira] Rawestin û awir di nav berberiyekê de ne. [1889 uzun_bira] Heye ko ji ber vê be, mîna ko li pey fotografê kesekî din jî heye ko meriv nikare binase. [1890 uzun_bira] Mîna ko Celadet, ne bi tenê yek e, ew pir in, ne bi tenê şexsiyetekê ye, ew pirşexsiyet e. [1891 uzun_bira] Ev fotografa ko îro, di nav van bûyerên tarîxî de, umrekî xort û dilekî ciwan nîşan dide, meriv dikare bibêje, destpêka tarîxa jiyana gihîştî ya Celadet jî nîşan dide. [1892 uzun_bira] Ma jixwe fotograf jî ne tarîx e, ne kurtedemeke tarîxê ye? [1893 uzun_bira] Ma Celadet, ji bo îspatkirin û nîşandana destpêka jiyaneke gihîştî, ev fotograf nedaye kişandin? [1894 uzun_bira] Ne ji bo vê yekê ye ko wî bala xwe dayê ko di vê kurtedema tarîxî de her tiştê wî lihevhatî be? [1895 uzun_bira] Celadet, Kamo, hevalên wan li fotografê dinihêrin. [1896 uzun_bira] Sultan Reşad hatiye ser hukim, Rûşen hatiye dinê. [1897 uzun_bira] Ji derve deng tên. [1898 uzun_bira] Celadet, bi ken, li xwe, li fotografa umrê xort, dilê ciwan dinihêre. [1899 uzun_bira] Celadet, bi ken, li fotografa umrê xort, dilê ciwan dinihêre. [1900 uzun_bira] Li malê, li mitbaxê, ew li ser kursiyekî rûniştiye û li fotografa Şehrîbanê dinihêre. [1901 uzun_bira] Mîna herkesî Şehrîban jî li pey nemiriyê ye, ew jî dere ser fotografkêşan û xwe dide ber kamerayan da ko kurtedemeke jiyana xwe bike nemir. [1902 uzun_bira] – Pir xweş derketiye, Celadet bi ken dibêje, bi gotina fransizan, te pir xweş »poze« daye. [1903 uzun_bira] Li mitbaxê ew bi tenê ne. [1904 uzun_bira] Li malê jî. [1905 uzun_bira] Ji bo serdana meta Celadet, Melek Xanimê ko nexweş e, malbat derbasî aliyê din ê Stembolê bûye. [1906 uzun_bira] Emîn Beg, bi wezîfeyên girîng ên dewletê, çûye derveyî Stembolê. [1907 uzun_bira] Kamo çûye Moda Çayiriyê da ko bi hevalên xwe re gogê bilîze. [1908 uzun_bira] Li malê bi tenê du dilên ciwan mane. [1909 uzun_bira] Du dilên ciwan ko bi germî û xurtî hildavên. [1910 uzun_bira] Ji rojan yekşem e. [1911 uzun_bira] Celadet bi hênceta dersan, Şehrîban bi hênceta paqijiya malê li malê mane. [1912 uzun_bira] – Lê te çima ev guliyên xwe, mîna her carê, ber bi jêr bernedane? [1913 uzun_bira] Celadet bi ken û bi germahî jê dipirse. [1914 uzun_bira] Şehrîban ko bi qasî pênc salan ji Celadet mezintir e, lê ji aliyê bejn ji niha ve jê kintir e, ji aliyê paşve, li kêleka wî rawestaye û li wî û fotografê dinihêre. [1915 uzun_bira] – Ma ew ne ber bi jêr in? [1916 uzun_bira] Şerîban dibêje û xwe xwarî wênê dike. [1917 uzun_bira] Gava ew xwe xwarî Celadet dike, guliyên wê rûyê wî radimûsin. [1918 uzun_bira] Bîhneke taybetî, nerm, germ û xweş ji Şehrîbanê difûre. [1919 uzun_bira] Celadet hemû bedena zirav a Şehrîbanê û bîhna wê, bi kel û germî, hîs dike. [1920 uzun_bira] Bêyî ko ew hay jê hebe, ew hinekî dilerize û nefeseke kûr dikişîne. [1921 uzun_bira] Germahiyeke boş bi ser wî de tê. [1922 uzun_bira] Ew hinekî din, bêdeng, li fotografê dinihêre. [1923 uzun_bira] – Naxêr, gulî ne li jêr in, te ew li paş veşartine. [1924 uzun_bira] Bi ya min, gava tu guliyên xwe ber bi jêr berdidî, tu hîn xweşiktir dixuyî. [1925 uzun_bira] Ew awa hîn bêtir li te tê. [1926 uzun_bira] – Tu rast dibêjî, naxwe haya min jê nebûye... [1927 uzun_bira] Şehrîban hinekî din nêzîkî li Celadet dike û di serê re li fotografê dinihêre. [1928 uzun_bira] Porê reş ê hinekirî ê Şehrîbanê rûyê Celadet mist dide. [1929 uzun_bira] Ew niha nermahiya memikên wê jî li herdu aliyên milên xwe hîs dike. [1930 uzun_bira] Hemû bedena wî germ dibe, dilê wî pihêt hildavê, ew pihêt nefes digire û dide. [1931 uzun_bira] Gotin hew ji devê wî derdikevin. [1932 uzun_bira] Celadet nizane çi bike. [1933 uzun_bira] Ew û Şehrîban bîstekê wisan dimînin. [1934 uzun_bira] Paşê, da ko Celadet bala xwe biqulibîne ser tiştekî din, ew ji pencerê li daran û pelên wan ên rengîn ên payizê dinihêre. [1935 uzun_bira] Rengên pelan têkel in. [1936 uzun_bira] Piraniya wan zer dikin, hin mor, hin jî sor in. [1937 uzun_bira] Payiz di eynî wextê de payiza umrê pelan e jî. [1938 uzun_bira] Piştî demeke kurt ew ê biweşin, dar ê rût bimînin, dinya dê kirasê xwe biguherîne. [1939 uzun_bira] Payiza umrê pelan û bihara umrê Celadet... Umir û dilê Celadet hê nû hişyar dibe. [1940 uzun_bira] Bêyî tu gotinan, Şehrîban fotografê ji destê wî werdigire û hinekî jê bi dûr dikeve. [1941 uzun_bira] Nermahiya beden û memikan hinekî jê bi dûr in, lê germahiya bîhna wan hê jî li dora Celadet hilawestiye. [1942 uzun_bira] – Min ava serşokê germ kiriye, ew hazir e. [1943 uzun_bira] Eger tu bixwazî ko ez pişta te kîs bikim, hingî bang bike... [1944 uzun_bira] Berî ko Şehrîban ji mitbaxê derkeve, jê re weha dibêje û bêdeng dere. [1945 uzun_bira] Celadet deng nake, kêliyekê wisan bêdeng rûdine û li pelan dinihêre. [1946 uzun_bira] Çare nîn e, zagona tabîetê weha ye; piştî demekê pel ê ji jiyanê xatir bixwazin, biweşin û winda bin, herin. [1947 uzun_bira] Çare nîn e, ji zayin û mirin, rabûn û ketin, xew û hişyarî, payiz û biharê re çare nîn e. [1948 uzun_bira] Di vê roja payizê de, bedena Celadet, bi hemû xurtî û xortiya xwe, hişyar dibe. [1949 uzun_bira] Celadet, bi hêdîka, radibe, hinekî li dora xwe, li mitbaxê dinihêre û dîsan bi hêdîka, kincên xwe ji xwe dike, wan datîne ser kursiya kêleka xwe û tevî kiras û derpî, ber bi serşokê dere. [1950 uzun_bira] Çare nîn bû; beden hişyar dibû. [1951 uzun_bira] Wext, wexta dîtin, nasîn û keşfkirina bedenê bû. [1952 uzun_bira] Wext, wexta kitekitên ruh û can, hîs û pejnan bû. [1953 uzun_bira] Wext, wexta cennet û dûjeha evînê, agir û germahiya şehwetê, dînî û dilgermiya hezkirinê û baran û hûnikahiya kêfê bû. [1954 uzun_bira] Di wan salan de, min xwe û bedena xwe, ji nû ve, lê îcar bi awayekî din, nasî. [1955 uzun_bira] Ez divê li xwe mukir werim; Şehrîbanê, Şehrîbana ko bi beden û zimanê xwe zimanê bedenê bû, di nasîn, dîtin û keşfkirinê de, gelekî alîkariya min kir. [1956 uzun_bira] Şehrîban stêrka gelawêjê bû, rê nîşanî min dida. [1957 uzun_bira] Şehrîban stêrka kerwankujê bû, dil û bedena min diçirûsand... [1958 uzun_bira] Wê rojê ko tu niha qal dikî, di dawiya dawîn de, min deriyê serşokê vekir û bang Şehrîbanê kir. [1959 uzun_bira] Ew hat. [1960 uzun_bira] Min bedena xwe, bi hez, coş û heyecaneke mîna serê çiyayê Agiriyê bilind, pir bilind, teslîmî wê kir. [1961 uzun_bira] Ew bi hez û hezkirin, bi qedr û qîmet li min û bedena min xwedî derket. [1962 uzun_bira] Destên wê yên nerm, tilî û pêçiyên wê yên dirêj, mîna ko ew nexşeyeke nû keşf bikin, li ser bedena min geriyan. [1963 uzun_bira] Hingî birûskên evînê di ruh û canê min de vedan. [1964 uzun_bira] Hingî min, bi rastî, bîr bi evîn û evîndariyê bir, min fahm kir ko hez û hezkirin quwet e, lê di eynî wextê de qelsî ye... [1965 uzun_bira] Heta wê rojê jî, ez sunet nebûbûm. [1966 uzun_bira] Pêşî ew birînên serê min ko ji dayikbûnê yadîgarî min bûn, rê li sunetê girtibûn. [1967 uzun_bira] Pâşê jî ew birînên ko ji Büyükadayê yadîgarî min mabûn. [1968 uzun_bira] Zikê min qelişî bû, sunet nedibû. [1969 uzun_bira] Lê dotira roja serşokê, ew roja ko zelzeleyeke mezin bi bedena min qewimî, ez çûm nexweşxana Cerahpaşayê û min li wir zêdahiyeke din ya bedena xwe ji ser xwe da avêtin. [1970 uzun_bira] Min gaveke nû ber bi dinya mêr û mêraniyê avêtibû... [1971 uzun_bira] Celadet di nav piştemalan de ji serşokê derdikeve. [1972 uzun_bira] Şehrîban li wir dimîne. [1973 uzun_bira] Ez ê herim binîvim. [1974 uzun_bira] Bila kes bang neke. [1975 uzun_bira] Bila Kamo jî neyê odê. [1976 uzun_bira] Celadet jê re weha dibêje, dere mitbaxê, kincên xwe werdigire û ber bi oda xwe dere. [1977 uzun_bira] Ew dixwaze bi tenê bimîne, li zelzela îro bifikire, ji nû ve wê biqultîne û bijî. [1978 uzun_bira] Li odê, gava ew dikeve nav nivînan, ew, bi deng, weha difikire; evîn... diyar e, evîn û hezkirin huner e. [1979 uzun_bira] Bêguman e ko evîn û hezkirin huner e, hunereke zehmet û dijwar, zirav û bihîstiyar e... Welê dixuye ko dilê te yê xort ketiye ber pêlên evîn û hezkirinê... Matta, matta... [1980 uzun_bira] – Signore, hûn bi halê xortiyê dizanin... Hûn kîjan kitêban tawsiye dikin? [1981 uzun_bira] Îro, li aliyê Perayê, nêzîkê Mekteb-î Sultaniyê, li ser Rue de Pera, yanê Cade-î Kebir, di dûkana kitêbfiroş a Signore Rionaldi de behs li ser evîn, hez û hezkirinê ye. [1982 uzun_bira] Signore ko sahafekî yekta yê nas e, ne bi tenê hosteyê kitêban, ew hosteyê ders û şîretan e jî. [1983 uzun_bira] Hema çi bigire li ser her babetî, bi her şêweyî. [1984 uzun_bira] Bi alîkarî û rênîşandayina Evdilrezak Beg ko ji welatê xerîbiyê vegeriyaye û li pey tevgerên nû û nûjen e, Celadet riya dûkana Signore nasiye. [1985 uzun_bira] Signore merivekî kal, lê hê jî li ser xwe ye. [1986 uzun_bira] Rîha wî qît, simbêlên wî boq û badayî ne. [1987 uzun_bira] Porê wî weşiyayî û ber bi paş şehkirî ye. [1988 uzun_bira] Ew bejnkin û hinekî piştxoz e. [1989 uzun_bira] Signore Rionaldi lewantenekî dewr û dewrandîtî yê Stembol û Perayê ye. [1990 uzun_bira] Dûkana Signore biçûk û teng e, tarî û kevn e. [1991 uzun_bira] Çend mist ronahî, bi zehmetî ji derî û pencera fireh a pêşiyê, xwe bi hundirê dûkanê digihîne. [1992 uzun_bira] Hemû aliyên dûkanê, heta dêv, bi kitab, kovar û weşanan tijî ye. [1993 uzun_bira] Serê maseya ko li ber devê derî ye, bi çend qorên kitêban dagirtî ye. [1994 uzun_bira] Bîhn û hilma taybetî ya rûpelên zer û rizyayî bi ser dûkanê ketiye. [1995 uzun_bira] Nêrdewaneke kevn bi çend pêpîlokan, li aliyê hundir rawestaye. [1996 uzun_bira] Signore destekî xwe daniye ser pêpîlokekê û bi Celadet re, bi zimanê xwe yê taybetî ko ji îtalî û osmanî hatiye pê, dipeyive. [1997 uzun_bira] – Bono Begzadeyê min ê biçûk, bono... Don û donna... bono, bono... Amore... Evîn, tu dizanî, di umrê însaniyetê de ye. [1998 uzun_bira] Eger jê ne mezintir be, ciwanxorto... Ez niha ji te re çi bibêjim, ji ko dest pê bikim? [1999 uzun_bira] Ez behsa kîjan kitêban, bûyer û serpêhatiyan bikim? [2000 uzun_bira] Romeo û Julia? [2001 uzun_bira] Ferhad û Şîrîn? [2002 uzun_bira] Yan destana we kurdan a navdar Mem û Zîn? [2003 uzun_bira] Yan jî destpêka me hemûyan, destpêka însan û însaniyetê Adem û Hawa? [2004 uzun_bira] Ax dîno, evîna dîn... dînîtiya evînê... [2005 uzun_bira] Celadet li kêleka masê sekiniye û dikene. [2006 uzun_bira] Signore pê re dipeyive, yan bi dengekî berz difikire, yan jî bi xwe û tarîxê re dipeyive? [2007 uzun_bira] Lê her çi be jî, Signore kalekî xweş e, zanîna wî kûr, gotina wî balkêş e. [2008 uzun_bira] – Signore, min bi tenê dixwest kitabek yan jî dudiyan li ser vî babetî bixwînim... [2009 uzun_bira] Bono, xortê dîn, bono... dînîtiya xortiyê... Ma evîn û hezkirin şixulê çend kitaban e? [2010 uzun_bira] Reçete, reçeteya wê çend rêz in? [2011 uzun_bira] Û ji bîr meke, her reçeteyekê faturayek heye... Li van kitêban, yên li ser refan, li ser dîwar û masan binihêre. [2012 uzun_bira] Ev hemû li ser reçete û faturayê ne. [2013 uzun_bira] Di nav rûpelên hemûyan de jin û mêr, mê û nêr, evîn û berberî, cennet û dujeh hene. [2014 uzun_bira] Heta îro her çi hatiye nivisîn, li ser hal û hewalê evîn û evîndariyê ye, li ser kirasê germ ê evînê ye, hem diparêze hem dişewitîne... Fermo dînê biçûk, rahêje yekê, rûpelên wê veke, eger te tê de evîn û hezkirinê nedît, hingî ez ê van kitêban hemûyan belaş bidim te. [2015 uzun_bira] Fermo rahêje yekê... [2016 uzun_bira] Na, min dil dikir... heye ko tu bikaribî kitabekê bidî min... [2017 uzun_bira] Ez... kitêbek... Amores... Mantinuta... [2018 uzun_bira] Signore li dora xwe, li jor, li kitaban dinihêre, ji refan kitêbin derdixe, li wan dinihêre, rûpelên wan vedike û wan datîne ser pêpîlokeke nerdêwanê. [2019 uzun_bira] Li milekî jî ew, bi lêhûrî, li Celadet dinihêre. [2020 uzun_bira] Dawiyê ew dere ber masê çaviyeke masê dikişîne û jê kitabeke biçûk derdixe. [2021 uzun_bira] – Fermo, vê werbigire. [2022 uzun_bira] Xwe bispêre rehmeta vê... Tu bi fransizî dizanî, si? [2023 uzun_bira] – Si... [2024 uzun_bira] Celadet li bergê kitaba biçûk dinihêre. [2025 uzun_bira] Navê kitêb Ars Amatoria ye, navê nivîskarê kitabê jî bi tîpên mezin hatiye nivisîn; OVID... [2026 uzun_bira] Ovidius... hosteyê hunera evînê, mamostayê min ê yekem û yekta, rêberê riya qeder û jîna min... Signore Rionaldi, lewantenê qedirgir û bîrbir, bi karê xwe dizanîbû. [2027 uzun_bira] Wî kitabek ko berî wê rojê bi hezaran sal hatibû nivisîn, dabû min. [2028 uzun_bira] Lê kitabeke nûjen ko tu carî ne kevn, ne jî winda dibû; Ars Amatoria yan jî bi navê wê yê din Ars Amandi, yanê Hunera Evîn û Hezkirinê... [2029 uzun_bira] Wê rojê, bi saya pêşniyara Evdilrezaq Beg, min gelek tişt qezenc kirin; min Signore û dûkana wî nasî. [2030 uzun_bira] Min bîhna rûpelên tarîxî, dewr û dewranên bihurî nasîn. [2031 uzun_bira] Li Perayê, min warekî din ê germ û xwendegeheke din a dewlemend nasî. [2032 uzun_bira] Û min Ovidius û eserên wî yên bêhempa nasîn. [2033 uzun_bira] Pêşî Ars Amatoria, paşê jî Amores, Heroides û Metamorphoses... Min ew nasîn, berî ko qedera min jî bibe mîna qedera Ovidius û ez jî bikevim ber pêlên derketin û sirgûniyê. [2034 uzun_bira] Min rûpela yekemîn a kitabê li nik Signore vekir û ew rêzên pêşîn bi deng xwendin; »S-il est quelqu-un de notre pouple a qui l-art d-aimer soit inconnu, qu-il lise ce poéme, et, instruit par sa lecture, qu-il aime... Yanê... Hezkirin huner e. [2035 uzun_bira] Eger di nav we de hê jî kesekî heye ko derneketiye seyrangeha vê hunerê, hingî ew kes divê vê berhemê bixwîne û piştî ko wî ev xwend, tiştên ko jê hîn bûye, biceribîne...« Destpêk, mîna her destpêka berhemeke bedew, xweş û spehî bû. [2036 uzun_bira] Belê, Signore kitabek yekta dabû min, bersivên dilê min ê xort ko dê dilê min hîn dewlemendtir û geştir bikirana, tê de hebûn... [2037 uzun_bira] – Gracia Signore, pir spas. [2038 uzun_bira] Ez ê hefta were, dîsan bêm. [2039 uzun_bira] Di xweşiyê de bimîne. [2040 uzun_bira] Celadet kitêb dike bin çengê xwe, ji dûkana biçûk derdikeve û di vî danê êvarê de berê xwe dide ber bi Galatayê da ko li wir, li aliyê din ê Galatayê, li Helebê, keştiya ko di navbera Kadiköy û Stembolê de sefer dike, siwar be û here Kiziltoprakê. [2041 uzun_bira] Celadet kêfxweş e, deriyên nû yên hînbûn û zanînê li ber wî vedibin. [2042 uzun_bira] Celadet kêfxweş e, deriyên nû yên hînbûn û zanînê li ber wî vedibin. [2043 uzun_bira] Sedsala bîstan, qirn û babilîska nû, bi xurtî dest pê kiriye; her roj, hertim bûyerên nû û girîng, îcadên nûjen û balkêş tên pê. [2044 uzun_bira] Fikir û raman, hîs û pejnên nû civatan vedigirin. [2045 uzun_bira] Dewleta Osmanî û payitextê wê Stembol bûne mîna hêlekanekê û li ber ba û bahozên guherînan bi vî alî û bi wî alî de derin û tên. [2046 uzun_bira] Bûyer û şoreşên Awrûpayê, nemaze yên Fransa û fransizan, pêl bi pêl, bi ser Stembolê de tên. [2047 uzun_bira] Stembolî, xwenda û zane, bîrewer û ronakbîr, ramangîr û bîrbir, karger û rêberên dewletê di nav pêlên dîtin, bîr, fikir û hîsiyatên nû de, mîna hêlekanekê, derin û tên. [2048 uzun_bira] Herkes hewl dide da ko pêlên nû yên pêşketinê têbigihê. [2049 uzun_bira] Sal, 1911 ye, Celadet ketiye hîjdehan. [2050 uzun_bira] Celadet ketiye nav rûpelên kitaban, hem li xwendegehê, hem li mal û kitabxanê. [2051 uzun_bira] Hertim çend kitabên bi osmanî, fransizî û kurdî di bin çengê wî de yan li ber serê wî ne. [2052 uzun_bira] Zanîn bûye kahniyeke hênik û Celadet, tevî bira û hevalên xwe, jê vedixwe û tîhna xwe dişkîne. [2053 uzun_bira] Ew peyv û gotinên nivîskî vedijîne, ruh dide wan, bi wan re dipeyive, fikrîn û peyivînê, ev herdu kirinên cihê, bi hev re dike yek. [2054 uzun_bira] Hê di vî umrê xort de ko ji tecruban bi dûr e, bi alîkariya bira, ap, met û biraziyan, wî bîr bi hêz û quweta gotina niviskî biriye. [2055 uzun_bira] Wî bîr pê biriye; tecrubên nû dê bi neqşên gotina nivîskî dewlemendtir, xweştir, kûrtir û zelaltir bibin. [2056 uzun_bira] Îro, Celadet û çend hevalên wî, li ser gotina mamostayê wan ê edebiyatê, hatine Şehzadebaşi-yê, salona tiyatroyeke mezin. [2057 uzun_bira] Li gora gotina mamostayê wan, îro wê li vê salonê konferanseke »girîng«, ji aliyê du kesên »girîng«, li ser babetekî »girîng« bihata pê. [2058 uzun_bira] Celadet ko li pey pêt û çirûskên zanînê ye, hevalên xwe jî dane pey xwe û hatiye konferansê. [2059 uzun_bira] Piraniya şêniyên ko hatine, xort û xwendevan in. [2060 uzun_bira] Hema çi bigire, salon nîvtijî ye. [2061 uzun_bira] Li ser dîwarên salonê, bi tîpên erebî û ermenî, lê bi zimanê osmanî, gotinên edebî hatine neqişandin. [2062 uzun_bira] Li ser perdeyên şano ko ji cawên sor çêbûne, çend wêneyên zer dixuyin. [2063 uzun_bira] Hema li pêşiya perdan, li ser şano maseyeke dirêj û sê kursiyên text hatine danîn. [2064 uzun_bira] Celadet û hevalên xwe li rêza herî pêşîn a kursiyan rûniştine. [2065 uzun_bira] Celadet li milekî bi hevalên xwe re dipeyive, li milekî jî li dora xwe û paş xwe dinihêre. [2066 uzun_bira] Piraniya kesên ko hatine, jê re, rûyên nas in. [2067 uzun_bira] Beşdar di nav xwe de dipeyivin. [2068 uzun_bira] Lê gava ji paş perdeyên şano merivekî navsale, navzirav û navdar derdikeve û tê ber masê, deng jî hêdî hêdî tên birîn. [2069 uzun_bira] Kesê ko li ber masê rawestaye û ji jor li guhdaran dinihêre, yek ji bîrbir û rêberên partiya Ittîhad we Terakkî ye; Yusuf Akçora. [2070 uzun_bira] Ittihad we Terakki ko îro hemû karên dewletê bi dest xistiye û wan digerîne, digel hebûna malbata Osmanî û Siltan Reşad, siyasetên ko ji bo dewleta osmanî nû ne, dimeşîne. [2071 uzun_bira] Yusuf Akçora, bi dengekî giran û berz, xêrhatinê li beşdaran dike û gotarbêjê konferansa îro bi wan dide nasîn. [2072 uzun_bira] Gotarbêj ji welatê Kafkasyayê, tirkekî zana Ismail Gansperenski ye. [2073 uzun_bira] Piştî ko Yusuf Akçora navê wî dibêje, ew jî, ji paş perdê, herdu aliyên perdên girtî vedike û tê ber masê. [2074 uzun_bira] Herdu hevûdu hembêz dikin û bi hev re rûdinin. [2075 uzun_bira] Celadet bi meraq li wan dinihere û di rûpela deftera xwe ya biçûk ko di destan de ye, weha dinivîse; 10 Temmuz-un ikinci sene-i devriyesinden 10 gün evvel... Şehzadebaşi... [2076 uzun_bira] Belê, gotina te ye, min welê nivisî... Min ne bi tenê bîr bi quweta gotina nivîskî biribû û ew dixwendin, herweha min ew bi pênûsa xwe ya xort û nehoste dianîn pê jî. [2077 uzun_bira] Wext mîna hespekî seglavî li bezê ye. [2078 uzun_bira] Ji gotinên niviskî pê ve kî bi lez û beza wextê dikare? [2079 uzun_bira] Ew kîjan heş û bîr, mêjî û zanîn e ko dikare xwe li hember lehiya wextê rabigire?... Loma, carina min pênûsa xwe ya bêziman li ser kaxizên spî digerand û bûyer dianîn ziman. [2080 uzun_bira] Wê rojê jî welê bû; Yusuf Akçora û Ismaîl Gansperenskî Beg... Bi dû wê rojê re, bi qasî bîst û du salan, 8´ê kanûna sanî, 1933-an, li Şamê, bi alîkariya wan gotinên ko min li Şehzadebaşiyê nivîsîbûn, min ji serekkomarê Tirkiyê, Mistefa Kemal Paşa re nameyeke dirêj nivisî. [2081 uzun_bira] Di nama ko min bi zimanekî xweş, bi rêz û rêzdarî, nivîsîbû de, min rexne li siyaseta Tirkiyê ya li ser kurd û Kurdistanê girt û ew siyaset mîna nijadperestî û tirkîtî bi nav kir. [2082 uzun_bira] Di namê de, min mîsala roja Şehzadebaşiyê jî da. [2083 uzun_bira] Ji lewre, tovên dijminahî û berberiyê, tirkîtî û nijadperestiyê hê di salên 1910-an de dihate çandin. [2084 uzun_bira] Wê roja Şehzadebaşiyê, Ismaîl Gansperenskî, merivekî ko ji welatên xerîb hatibû û hê baş bi tirkî nizanîbû, di konferansa xwe ya dirêj de, her û her behsa tirk û tirkîtiyê kir. [2085 uzun_bira] Wî, bi tirkiya xwe ya ecêb ko me bi dijwarî jê fahm dikir, her digot »türk we gayri türk«. [2086 uzun_bira] Gava konferans qediya, me jê bi tenê tiştekî fahm kir; li ser axa dewleta Osmanî bi tenê tirk hene, herkes tirk e û herkes wê tirk be... Bi gotina birayên me yên kurdên soran, gotinên wî qor bûn. [2087 uzun_bira] Hema di wê salonê de, kesên ko tirk bûn, bawer bike, bi tiliyên destekî dihatine hejmartin. [2088 uzun_bira] Ez û hevalên min, em şeş kes bûn; du kurd, çerkezek, arnawitek, gurciyek û rûmek. [2089 uzun_bira] Belê, em osmanî bûn, lê ne tirk. [2090 uzun_bira] Hurmeta me ji bo »Halîfeyê rûyê zemîn« bêdawîn bû, em misilman bûn, lê ne tirk. [2091 uzun_bira] Em bira bûn, lê ne tirk... Hingî me li xwendegehê rojnameyek diweşand. [2092 uzun_bira] Ez gerînendeyê wê bûm. [2093 uzun_bira] Dotira roja konferansê, min ji bo rojnamê, li ser kurd û Kurdistanê, bendeke çandî û tarîxî nivîsî û di rojnamê de weşand. [2094 uzun_bira] Herçî ew qisên qor, digel ko ew qor bûn, bûn sebebê perçebûn û hilweşîna Dewleta Osmanî, bûn sebebê ax û axîn, qîrîn û hawar, kîn û nefret, mirin û kuştinê. [2095 uzun_bira] Welat bû gundekî xirbe, jê dû û dûman bi esmanan ket. [2096 uzun_bira] Riyên welêt bi cendekên miriyan tijî bûn, teyr û tûr li serê veniştin... Min ev hemû, digel her kitekitê, bi hêz û quweta gotina niviskî, ji Mistefa Kemal Paşa re nivîsîn. [2097 uzun_bira] Lê heyhat... kesên ko bi fort û hêza şûrê xwe bawer bin û bîr bi quweta gotina nivîskî nebin, guh nadin gotina nivîskî heta ko ew bi xwe, bi tecrubên xwe, nebînin ko hêza şûrê xwînrêj ne bi qasî îlim û zanîn, peyv û gotina nivîskî ye... [2098 uzun_bira] Bi dû konferansê re, li ber deriyê tiyatroyê, Celadet û hevalên wî li hev dinihêrin. [2099 uzun_bira] Ji kesî deng dernakeve. [2100 uzun_bira] Tirk û tirkîtî... »Herkes Türk olmak mecburiyetinde... Bu ülke Türklerindir« Celadet lal bûye, nikare bipeyive, ker bûye, hew dengan dibihîse, mîna ko yek dilê wî diguvişîne. [2101 uzun_bira] Ew, bêdeng, bîhnteng, ji hevalên xwe xatir dixwaze, serê wî di ber de, dest di bêrîkên pantolon de, hêdî hêdî, ji wir bi dûr dikeve. [2102 uzun_bira] Di mêjiyê wî de dengê Ismaîl Gansperenskî, dilê wî, pihêt, hildavê. [2103 uzun_bira] Dilê Celadet pihêt hildavê. [2104 uzun_bira] Di êvareke ronî ya havîna 1912-an de, Celadet, Kamuran û çar hevalên xwe li aliyê Kadiköyê, Fenerbahçê, li bexçê Otel Belvu rûniştine û şîva êvarê dixwin û bi qaseyên zîvîn meya sor a Belvuyê vedixwin. [2105 uzun_bira] Wan hemûyan bi serfirazî xwendina xwe xelas kirine û vê yekê pîroz dikin. [2106 uzun_bira] Bexçê Belvu, mîna her carî, tijî ye. [2107 uzun_bira] Aliyê hundir, gazîno û otêl jî. [2108 uzun_bira] Êvar mîna êvareke çîroka Şehrezadê ya Hezar û şevekê ye; ro nû li aliyê din ê zeryayê çûye ava, stêrk hê hilnehatine, refekî teyran li ser Boðazîçiyê bi nazdarî difire, garson çirayên bexçe ko aheng û rengekî taybetî didin der û dorê, yek bi yek vêdixe, dengekî tenik ê pêlên avê xeberdanên mêvanên bexçe temam dike, ji hundir, aliyê gazînoyê dengê saz û neyê tê, ji der dengê simên hespên faytonan tê, bîhna zerya û xwarin û şîvên taybetî yên osmanî bi ser bexçe ketiye... û li masa Celadet û hevalên wî jî, bîhna lewantên bedenên xort û şîvên navdar ên osmanî yekitiyeke lihevhatî tînin pê. [2109 uzun_bira] Celadet, Kamuran û hevalên wan li hêviya vê şevê bûn. [2110 uzun_bira] Îşev kêf û henek divê, xwarin û vexwarin divê, musîk û dans divê. [2111 uzun_bira] Berî îşev bi du heftan, Celadet li Belvu, ji bo heft kesan cîh veqetandibû û ji menu-yên Belvu şîv û xwarin hilçandibûn. [2112 uzun_bira] Lê hevalekî wan ê rûm ko nasê xwediyê Otel Belvu bû, nexweş ketiye û nikare were. [2113 uzun_bira] Ew şeş kes li ser xwarinê ne. [2114 uzun_bira] Garson di destên wan de tebax û teyfik, li dora masa wan derin û tên. [2115 uzun_bira] Ew ê vê êvarê heta derengê şevê bixwin û vexwin. [2116 uzun_bira] Pêşî ji wan re zeytinyaðli kerevîz dolmasi hat, paşê karîdes güveç. [2117 uzun_bira] Niha jî ew di nav tebaxên zîvhêlî de şîva êvarê Teşrîfat-i Naim Efendi siðir külbastisi kaðitta tevî çiroz salata dixwin. [2118 uzun_bira] Celadet tîkeyên biçûk ên goşt bi hêdîka dibe devê xwe, kêliyeke dirêj di devê xwe de dicû û paşê dadiqultîne. [2119 uzun_bira] Tahma şîvê ne ya gotinê ye. [2120 uzun_bira] Xwediyên Belvu, ji bav û kalan, rûmên Stembolê ne. [2121 uzun_bira] Wan ahengeke xweş a osmanî û cîhana rojava dane hemû Belvu. [2122 uzun_bira] Xwarinên wan bêtir osmanî ne, musîka gazînoyê hem osmanî hem a la franga ye. [2123 uzun_bira] Avahî û mîmariya otel, gazîno, restoran û bexçê jî her wisan e. [2124 uzun_bira] Bexçe li peravê Zeryayê, di nav daran de ye û bi lengergeheke biçûk xwe digihîne avê. [2125 uzun_bira] Carina mêvanên bijarte, les gentil hommes ên Belvu bi qayikan tên Belvu. [2126 uzun_bira] – Guhê xwe bidin vê stranê... we ew nas kir? [2127 uzun_bira] Ji hundir, aliyê gazînoyê dengê musîka osmanî û dengbêjekî navdar ê osmanî tê. [2128 uzun_bira] Kamuran ko ji musîk û musîkjeniyê pir hez dike, hema çi bigire hemû stranên osmanî, fransizî û rûmî jiber dizane. [2129 uzun_bira] Ew guhê xwe dide stranê; yeter ey gözleri sevda dolu esmer güzeli... [2130 uzun_bira] – Guhê xwe bidinê, ev çi dengekî nerm mîna qedîfê, ev çi straneke xweş mîna şiîrên Xeyam!.. [2131 uzun_bira] Bexçe hinekî zirav û dirêj e. [2132 uzun_bira] Hema li pêşiyê, li aliyê çeperastê masa wan, maseyeke din a dirêj heye. [2133 uzun_bira] Li wê masê, meriveki rûdirêj û rîtenik jî dibe şirîkê stranê û bi alîkariya destan, distrê, »ey esmer güzeli...« Dengê mêrik ne tu deng e. [2134 uzun_bira] Celadet û hevalên wî dikenin. [2135 uzun_bira] Mêrikê rîtenik, bi kêf, dest li wan dike da ko ew jî pê re bibêjin. [2136 uzun_bira] Li aliyê rastê mêrik jineke rûxweş a navsal rûdine, li aliyê çepê jî keçeke ciwan û çavxweşik. [2137 uzun_bira] Çavxweşik... Celadet bi dîqet bala xwe didiyê. [2138 uzun_bira] Gelo ew vê çavşêrînê nas nake? [2139 uzun_bira] Ji kû, gelo ji kû, ew van çavan dinase? [2140 uzun_bira] Çavên Celadet hew derekî din dibîne, ew her li ser çavên keçikê ne. [2141 uzun_bira] Keçik vê yekê dibîne, ew jî li çavên Celadet dinihêre, lê bi dû kêliyekê re, ew çavên xwe jê direvîne. [2142 uzun_bira] Awir û nêrîna Celadet bala Kamuran û hevalên din jî dikişîne. [2143 uzun_bira] Ne bi tenê bala wan, bala masa din jî. [2144 uzun_bira] Lê Celadet nikare xwe rabigire, çav li kûrahiya çavên spehî dinihêrin. [2145 uzun_bira] Merivê rîtenik ji masê radibe û bi stran û ken tê ber masa wan. [2146 uzun_bira] Bîskekê ew li hev dinihêrin. [2147 uzun_bira] Bejna wî dirêj, kincên wî spehî, awirên wî nerm e. [2148 uzun_bira] Ew destê xwe dide Celadet, [2149 uzun_bira] – Siz Bedirhanpaşazadelerden olmalýsýnýz? [2150 uzun_bira] Celadet bi serî dibêje, belê. [2151 uzun_bira] Herê, ew ji Bedirxanpaşazadeyan e. [2152 uzun_bira] Yê li aliyê din ê masê rûniştî jî birayê wî ye, yên din jî heval in. [2153 uzun_bira] – Buyurmaz mýsýnýz? [2154 uzun_bira] Bi gotinê re, Celadet cîh nîşanî wî dike. [2155 uzun_bira] Mêrik li kêleka Celadet rûdine û silav dide yên masê. [2156 uzun_bira] – Ben Murat Bey-i tanýyorum. [2157 uzun_bira] Komşuyuz... Bundan birkaç yýl önce de Abdulrrezak Bey-le tatsýz bîr olayýmýz olmuştu... [2158 uzun_bira] Bi ser gotinên mêrik re, ji nişka ve, keçik tê bîra Celadet; Galata, li ser Galatayê. [2159 uzun_bira] Ew danê êvarê... Ew, Sureya û Evdilrezak Beg... bûyera nexweş... çav, çavên bademî... Canan, belê, Canan... [2160 uzun_bira] – Tamam hatýrladým, ben de oradaydým, Galata-da... Yalnýz isminizi unuttum. [2161 uzun_bira] Alî Siud, navê wî Alî Siud e. [2162 uzun_bira] Alî Siud Beg û ew dikevin nav sohbetê, qala wê rojê, Kadiköyê, hal û hewalên dost û nasên hev dikin. [2163 uzun_bira] Lê çavên Celadet li ser çavan in. [2164 uzun_bira] Piştî demekê, Ali Siud Beg ji wan xatir dixwaze û dere masa xwe. [2165 uzun_bira] Celadet jî pê re radibe û wî heta masê dibe. [2166 uzun_bira] Li wir Celadet silav dide yên masê û vedigere ser keçikê, [2167 uzun_bira] – Sizi tanýdým, Pederinizle birlikteydiniz, Galata-da. [2168 uzun_bira] Keçik, bi hêdîka, dikene û serê xwe bi ûsil dihejîne. [2169 uzun_bira] Celadet bi ken lê dinihêre. [2170 uzun_bira] – Sizi dansa davet etsem, acaba terbiyesizlik mi etmiş olurum? [2171 uzun_bira] Keçik, bi hêdîka, dikene, bi ûsil radibe ser piyan, li Celadet dinihêre û berê xwe dide aliyê hundir, cîhê dansê. [2172 uzun_bira] Ma Ovidius weha negotibû? [2173 uzun_bira] »Heke tu bi gotinên min bawer î, heke bayên zeryan gotinên min nedin ber xwe û nebin, şîretekî din li te: Heke tu bi xwe ne bawer î û di biryara xwe de ne qehîm î, hingî tu carî dest bi aventurê meke...« [2174 uzun_bira] Ez bi xwe bawer, bi biryara xwe qaîm bûm. [2175 uzun_bira] Wê şevê me dans kir, ez bûm çira, Canan bû pepûla dora çirê. [2176 uzun_bira] Canan bû heyv, ez bûm stêrkên dora wê. [2177 uzun_bira] Me dans kir, demeke dirêj, ji xwe ve çûyî, bi ronahiya kahniya çavan, bi pêta agirê dilan... [2178 uzun_bira] Piştî ko Celadet û Canan ji hundir vedigerin, Canan li cîhê xwe rûdine û Celadet jî spasî wê dike, silav dide Alî Siud Beg û yên din û vedigere masa xwe. [2179 uzun_bira] Derengê şevê ye. [2180 uzun_bira] Kamuran û hevalên wan şîrinahiya xwe jî xwarine. [2181 uzun_bira] Ya Celadet, şîrinahiyeke kevn a osmanî fistikli hünkar muhallebîsî, kuru kayisiezmesiyle, di nav teyfikeke neqişkirî de, li hêviya wî ye. [2182 uzun_bira] Celadet dest bi şîrinahiyê dike, lê li milekî jî li çavên Cananê dinihêre. [2183 uzun_bira] Celadet li çavên Cananê dinihêre. [2184 uzun_bira] Xwedayo... du lib lûlû, du stêrk, du kahnî, du lehî, Dijle û Firat... Canan bi ken rûyê xwe jê badide. [2185 uzun_bira] Celadet rûyê wê ber bi xwe dike û dîsan li çavan dinihêre, bi çavan dipeyive, bi çavên wê re dipeyive. [2186 uzun_bira] Di çavên wê de jiyaneke ciwan, straneke bedew, evîneke yekta, hîseke germ dixuye. [2187 uzun_bira] Çavên wê jiyan e. [2188 uzun_bira] Jiyan li ser çavên wê dikene. [2189 uzun_bira] Canan, hinekî bi şermokî, dikene, devê xwe vedike ko tiştekî bibêje. [2190 uzun_bira] Lê Celadet bi destê xwe devê wê digire, bi çavan jê re dibêje ko îro bi tenê çav wê bipeyivin. [2191 uzun_bira] Bi tenê çav û beden. [2192 uzun_bira] Ne tiştekî din... Celadet herdu çavên wê radimûse û bi destê xwe yê rastê qirik, sîng û ber û bedena wê mist dide. [2193 uzun_bira] Beden mîna hewreşîmê tenik û nerm e. [2194 uzun_bira] Dest hêdî hêdî li ser bedena wê digere. [2195 uzun_bira] Beden westiyayî ye, beden westiyayî ne. [2196 uzun_bira] Di nav cîhan de, li ser çarşefên peregende, bedenên tazî û xwîdandayî li kêleka hev dirêj bûne û bi bîhna hev bîhna xwe vedidin. [2197 uzun_bira] Celadet û Canan li aliyê Bab-i Âliyê, nêzîkê Cagaloðluyê, navenda rojname, kovar û weşanên hemû Dewleta Osmanî, li odeyeke fireh a pansiyonekê ne. [2198 uzun_bira] Pansiyon, ya bavê hevalekî Celadet e. [2199 uzun_bira] Hevalê Celadet bi xwe jî, di rojên tatîlan û dawiya heftan, ji pêncşemiyê heta şemiyê, li pansiyonê dixebite. [2200 uzun_bira] Celadet û hevalê xwe li hev hatine, gava hevalê wî dixebite, ew û Canan tên pansiyonê, kilîta oda ko ji bo wan hatiye veqetandin, werdigirin û derin odê. [2201 uzun_bira] Ji wan kurtedemên pir pêwist pê ve, ew ji odê dernakevin. [2202 uzun_bira] Mîna îro... [2203 uzun_bira] Pansiyon sê qat e. [2204 uzun_bira] Di her qatê de sê ode hene. [2205 uzun_bira] Celadet û Cananê odeyek li qata herî jêrîn, lê li aliyê paş, hilbijartine. [2206 uzun_bira] Ji ber ko oda wan li kêleka bexçê aliyê dawîn e. [2207 uzun_bira] Bi hêsanî û bêyî ko ew kesekî bibînin yan jî kesekî wan bibîne, ew dikarin derkevin bexçê biçûk. [2208 uzun_bira] Oda wan îro jî, mîna her car, tevlihev e; ode, odeya evînê û hezkirinê ye, her kursiyek li derekê, li ser kursiyan cil û bergên Celadet û Cananê, bahlîf û lehîf li erdê, li ser masê jî xwarin û vexwarin û şûşeyên mey û araqê. [2209 uzun_bira] Ew jî li ser textê razanê, di nav cîhan de, peregende, dirêj bûne. [2210 uzun_bira] Destê Celadet sîng, pêsîr û berê Cananê, bi nermahî, mist dide. [2211 uzun_bira] Çavên Cananê vekirî li Celadet dinihêrin, lê heşê wê li derekî din e. [2212 uzun_bira] Bi hez û coşa hezkirinê, ew ketiye nav xewn û xeyalên şêrîn. [2213 uzun_bira] Bîhnek mîna bîhna barana biharê, mîna bîhna sêv, xox û biyokên teze ji bedena Cananê difûre. [2214 uzun_bira] Bîhneke mîna pûngê hinekî tirşokî, lê xweş û ne giran. [2215 uzun_bira] Bîhnek ko Celadet jê hez dike. [2216 uzun_bira] Yanê bîhna piştî zelzela hezkirinê. [2217 uzun_bira] Tiliyên qaling ên Celadet li ser memik, sermemik û navmemikên Cananê, bi ûsil, derin û tên. [2218 uzun_bira] Bi tevgera tiliyan, sermemik jî hêdî hêdî radikêşin. [2219 uzun_bira] Canan bi axîneke tenik çavên xwe digire û xwe hinekî ji Celadet bi dûr dixîne. [2220 uzun_bira] Celadet li hemû bedenê, bedena ciwan û lihevhatî, li sîng û ber, memik, navteng, zik, berzik, mûyên pir hûr û kêm ên berzikê, hêt û çîpan dinihêre. [2221 uzun_bira] Tu kêmaniyên bedenê nîn in, her alî li yên din hatiye. [2222 uzun_bira] Her alî bi serê xwe bihuştekê ye. [2223 uzun_bira] Celadet nêzîkê Cananê dibe û stû û qiriqa wê maç dike. [2224 uzun_bira] Canan jî destê xwe davêje ser serê wî û porê wî mist dide. [2225 uzun_bira] Rawest navê. [2226 uzun_bira] Bîhna bedenan hevûdu dikişînin. [2227 uzun_bira] Beyî ko Celadet lêvên xwe yên şil û germ bigire yan jî ji qirikê vekişîne, ew hêdî hêdî ber bi jêr, binçengê dibe. [2228 uzun_bira] Binçeng şil e, jê bîhna xwîdanê tê. [2229 uzun_bira] Celadet kêlîyekê binçeng bîhn dike û radimûse. [2230 uzun_bira] Bi dû re, lêv vedigerin ser navmemik û memikan. [2231 uzun_bira] Celadet bi herdu destên xwe memikan nêzîkê hev dike û lêvên xwe li ser herdu sermemikên qahweyî û mezin bi hev re digerîne. [2232 uzun_bira] Sîng û bedena Cananê, tevî axîneke nerm, bi xurtî, radibe. [2233 uzun_bira] Hêt û şeq vedibin. [2234 uzun_bira] Canan bi herdu destan serê Celadet ber bi jêr dike. [2235 uzun_bira] Lêv hêdî hêdî ber ji jêr dibin... [2236 uzun_bira] Min navê ko ez li ser evîn û evîndariyê, hez û hezkirinê bipeyivim. [2237 uzun_bira] Mîna her tiştê nazik û narîn, ev jî dikarin li ber tava gotinên zêde biçilmisin. [2238 uzun_bira] Meriv divê jê haydar be... Cananê deriyên dil û canê xwe, ruh û bedena xwe ji bo min vekiribûn. [2239 uzun_bira] Heşê min ji serê min çûbû. [2240 uzun_bira] Evînê li min û mêjiyê min guhdarî nedikir. [2241 uzun_bira] Dilê min bûbû hespekî rewan û di deşta evînê de serî girtibû û diçû. [2242 uzun_bira] Ez bûbûm evîndarê keçikeke... belê, keçikeke çawan? [2243 uzun_bira] Û kî? [2244 uzun_bira] Eger ez bibêjim ko ew keçikeke tirk bû, na ne welê bû, kurd bû, na. [2245 uzun_bira] Ne tirk bû, ev jî na. [2246 uzun_bira] Bavê wê Alî Siud misilmanekî arnawidên Kosowayê bû. [2247 uzun_bira] Diya wê boşnakeke Bosna Hersekê bû ko li Stembolê hatibû dinê. [2248 uzun_bira] Bavê Cananê li şeremîniya Stembolê memurekî mezin bû. [2249 uzun_bira] Ew merivekî ehlîkêf, medenî, ji siyasetê dûr, merivê her dem û heyamê bû. [2250 uzun_bira] Diya wê jî jinekek di halê xwe de, hebûn û nebûna wê nediyar, bêdeng bû. [2251 uzun_bira] Cananê li Modayê, li sultaniyeke fransizî dixwend. [2252 uzun_bira] Xwendegeh leylî bû, Canan dikaribû bi şev jî li wir bima. [2253 uzun_bira] Lê li dewsa xwendegehê, gelek şevan ew li wê oda me ya fireh, bi stranên fransizî, serê wê, li ser sînga min, radiza. [2254 uzun_bira] Ez, neviyê Mîr Bedirxan, lawê welatê Kurdistanê, bûbûm evîndarê Cananê, keçikek ji war û diyarên xerîb, ji aliyê din ê tixûba Osmanî, Ewrûpayê. [2255 uzun_bira] Ez pê re digihîştim kata herî bilind a mesûdî, serfirazî, kêfxweşî û hezkirinê. [2256 uzun_bira] Bedena min pê re digihîşt kata herî kûr a coş û heyecanê. [2257 uzun_bira] Lê haya min hê ji bayê felekê û lîstikên dewr û dema kambax nîn bû... [2258 uzun_bira] Lê, heçî ode û bexçe bû, te dîsan tiştekî ji bîr kir; bîra li bexçê. [2259 uzun_bira] Ew bîr muhîm bû. [2260 uzun_bira] Gava bîhna beden û xwîdanê bi ser me û odê de diket, ez derdiketim bexçê, min ji bîrê çend satil av dikişand û me bedenên xwe pê hemamişk dikir. [2261 uzun_bira] Bîrê û çêyiyên bîrê ji bîr meke... [2262 uzun_bira] Herdu beden dibin bedenek, ew di nav bêdengiyeke germ de, dîsan, dikevin nav hevûdu. [2263 uzun_bira] Celadet, ji jor ve, bi çavan, pê re dipeyive; le tempe d-amure, de la fatalîté... toujours, toujours... Canan, ji binî ve, bi reh û demarên rakişiyayî yên gewriyê, serê xwe hinekî radike û bi çavan bersîv didiyê; oui, oui... Belê, belê... [2264 uzun_bira] FOTOGRAF 5: Şerê cîhanê; heyama mirin û kuştinê, şewat û rehmetê [2265 uzun_bira] Belê, belê... mirin e, ba û bahozên mirinê ne, dû û dûmana mirinê ye. [2266 uzun_bira] Fotografa pêncemîn a romana Bîra Qederê ya mirinê ye. [2267 uzun_bira] Di nav fotografên romanê de, ya herî zêde li mirinê tê, ev fotograf e. [2268 uzun_bira] Fotograf jiyanê dikuje, jê kêliyekê digire û wê demê sabît dike, dike ne-mir. [2269 uzun_bira] Jiyana jîndar, wê kêliyê dimire da ko bibe nemir. [2270 uzun_bira] Di fotografê de mirin û nemirin di nav hev de ne, mîna cêwiyan, bi hev re ne. [2271 uzun_bira] Mîna vê fotografê. [2272 uzun_bira] Fotograf reş û spî ye. [2273 uzun_bira] Reş û spî û kitekitên van herdu rengên bira û neyar. [2274 uzun_bira] Fotograf ko bergehek e, bi riyekê dest pê dike. [2275 uzun_bira] Ne rê, lê ji rê zêdetir ew şiveriyek e. [2276 uzun_bira] Şiveriyek fireh, bi fetlok û dirêj. [2277 uzun_bira] Meriv dikare bibêje ko ew navenda wênê ye. [2278 uzun_bira] Rê, riya mirinê ye; ew di navenda wênê re derbas dibe û wêne dike du bir. [2279 uzun_bira] Birê aliyê rastê û yê çepê. [2280 uzun_bira] Di aliyê rastê de du gund dixuyin. [2281 uzun_bira] Yek li pêşî, yek jî li pey wî. [2282 uzun_bira] Gundê pêşiyê mezin e û xanî tê de pir in. [2283 uzun_bira] Yê paşîn biçûk e, bi tenê çend xanî ne. [2284 uzun_bira] Li aliyê din ê şiverê bi tenê zevî ne. [2285 uzun_bira] Lê di dawiya zeviyan de, li berpala çiyan kon dixuyin. [2286 uzun_bira] Belê, di dawiya wênê de zencîreçiyayên asê dixuyin. [2287 uzun_bira] Tiştên ko bergeha fotografê tînin pê, kêm-zêde, ev in. [2288 uzun_bira] Yanê tiştên ko meriv dikare di hemû fotografan de bibîne. [2289 uzun_bira] Bergehek ko zêde tiştekî îfade nake. [2290 uzun_bira] Lê belê, tiştên din ko bergeha fotografê temam dikin, mana wê jî didinê. [2291 uzun_bira] Li pêşiyê, li ber devê rê, li herdu aliyan cendekên merivan dixuyin. [2292 uzun_bira] Li gundê nêzîk bi tenê du seg û çar ga yan jî çêlek dixuyin. [2293 uzun_bira] Meriv nîn in. [2294 uzun_bira] Li gundê aliyê jor ê li ber quntara çiyan, bi tenê dûman heye, dû û dûmaneke zirav ber bi esmanan dibe. [2295 uzun_bira] Li aliyê din ê şiverê, li ber konên reş, bi qasî heft, heyşt hesp - heye ko ew qantir in - dixuyin. [2296 uzun_bira] Ji konan hinekî bi dûr û hinekî nêzîkê rê, çar topên eskerî, lûleyên wan ber bi gundan, dixuyin. [2297 uzun_bira] Li pey van hemû tiştan jî çiya hene, serê wan di nav ewran de, bi hev ve girêdayî, bêyî rê û bihur. [2298 uzun_bira] Çiya rût û tazî ne, ne devî û dahlek, ne dar û berek, ne giya û hêşînahiyek û ne jî av û kahniyek. [2299 uzun_bira] Ewrên li ser çiyan jî, bergeha çiyê temam dikin. [2300 uzun_bira] Fotograf weha ye. [2301 uzun_bira] Sar, bi xof, kesertijî. [2302 uzun_bira] Û bêdeng. [2303 uzun_bira] Ji cendekên devê rê pê ve, tê de tu însanên zindî naxuyin. [2304 uzun_bira] Nîşana merivan tê de hene. [2305 uzun_bira] Lê ew bi xwe tune ne. [2306 uzun_bira] Meriv dikare bibêje, siya wan tê de heye. [2307 uzun_bira] Tevî siya wan, xof û sawa wan jî tê de heye. [2308 uzun_bira] Ne bi tenê sî û sawa wan, herweha sî û sawa ruhistîn jî di vê wênê de heye. [2309 uzun_bira] War, warê şer e. [2310 uzun_bira] Dem, dema şer e. [2311 uzun_bira] Merivên ko di wênê de naxuyin, heye ko mîna cendekên kêlekên rê, kuştî ne, heye ko reviyane û xwe spartine çiyan, heye ko êrîş birine ser ciyekî din, heye ko ji şer û pevçûnê westiyayî, di nav xeweke neşêrîn de ne, heye ko ew li şînê rûniştine, -eger wexta wan ji bo şînê hebe. [2312 uzun_bira] Her çi be jî, merivên nediyar ên vê wêne, war û demê, di hembêza ruhistîn de ne. [2313 uzun_bira] Ew dîlên mirin û kuştinê ne. [2314 uzun_bira] Cendekên bêkes, heywanên tiral, gundên bêxwedî, şewata gund, topên lûlemezin rewşê baş nîşan didin; şeneyê ruhistîn li vî cîh û warê fotografê li kar e. [2315 uzun_bira] Ne diyar e ka kê ev fotografa ko dibe fotografa pêncemîn a romana Bîra Qederê kişandiye. [2316 uzun_bira] Lê hostetiya wî jê baş diyar e. [2317 uzun_bira] Wî, her mîna siya merivên zînde yên wênê, tiştên nediyar jî reşandine ser wênê. [2318 uzun_bira] Di fotografê de tu nîşanên ba û bahozê nîn in, lê meriv ba û seqemên bayekî hişk jê hîs dike. [2319 uzun_bira] Sar û seqemên bayê mirinê... Tevî sar û sermê, meriv haletên însanî yên mîna xof û tirsê jî hîs dike. [2320 uzun_bira] Bêdengiyê jî, meriv welê bawer e, kirasê xwe yê sar rakêşandiye ser bergehê. [2321 uzun_bira] Meriv bawer nake ko hespên wênê dihîrin, seg diewitin, teyr û tûrên nediyar dixwînin. [2322 uzun_bira] Fotograf ya bêdengiyê ye, ya keserê ye, ya hilweşînê ye, ya windabûnê ye. [2323 uzun_bira] Jiyanek di warê fotografê de heye, hebûna heywanan û şewata gund nîşan dide ko jiyaneke nexweş li wir hatiye jiyîn û jiyaneke nexweş ê dîsan were jiyîn. [2324 uzun_bira] Fotografkêş hoste ye, wî hemû wextên jiyanê, do, îro û sibê xistine nav bergeha xwe. [2325 uzun_bira] Fotografa ko mirinê dike nemir, dike siya romana Bîra Qederê, bergeheke pir biçûk a şerekî pir mezin e. [2326 uzun_bira] Ew nîşaneke biçûk a îspata yekitiya mirin û nemiriyê ye. [2327 uzun_bira] Ew nîşan dide ko mirin li dar e, li rê ye. [2328 uzun_bira] Mirin li dar e, li rê ye, Canan. [2329 uzun_bira] Mirin li dora me ye, em ber bi mirinê derin, Canan, Canan... [2330 uzun_bira] Celadet û Canan, bi gavên pihêt, dilezînin. [2331 uzun_bira] Ew ji Bab–i Alî Caddesi ber bi jêr dibin. [2332 uzun_bira] Du rojên hilavêtina dil û yekitiya bedenan li pey mane. [2333 uzun_bira] Ew li cîhana ko wan ji bo du rojan li pey xwe berdabûn, vedigerin. [2334 uzun_bira] Canan wê here sultaniyê, nik ezîzeyên xwe yên fransiz. [2335 uzun_bira] Celadet jî wê here malê, Kiziltoprakê, nik germahiya nas a malbatê. [2336 uzun_bira] Sal destpêka 1913´ê, danê êvarekê yê zivistanê ye. [2337 uzun_bira] Ew divê bigihên ser Basrayê, keştiya ko dê here Kadiköyê. [2338 uzun_bira] Celadet bi gavên fireh dimeşe, Canan jî dilezîne ko xwe bi Celadet bigihîne. [2339 uzun_bira] – Canan, ev kevirên ko em pê lê dikin, bi xwîn in, Celadet dibêje. [2340 uzun_bira] Hemû der û dorên Bab–i Aliyê, Cada Bab–i Aliyê bi xwîn e. [2341 uzun_bira] Canan dengê xwe nake, bêdeng, li pêşiya xwe dinihêre û dilezîne. [2342 uzun_bira] Dinya sar e, bayekî sar û hişk tê. [2343 uzun_bira] Baran nîn e, lê erd ewçend celb e ko meriv pir bi zehmetî dimeşe. [2344 uzun_bira] Li doralî, ji esker û zabitan pê ve, kes naxuye. [2345 uzun_bira] Esker di nav paltoyên xwe yên dirêj, li ber derî û caxên avahiyên Bab–i Aliyê di nobetê de ne. [2346 uzun_bira] Caðaloðlu û Bab–i Alî ko dilê siyaset û weşanên dewleta osmanî ne, mîna eskerên nobedar, îro stûxwar in... [2347 uzun_bira] Ne bi tenê wê rojê, ji demekê ve bû ko ew stûxwar bûn. [2348 uzun_bira] Dewleta Osmanî westiyayî û nexweş bû. [2349 uzun_bira] Ewrên reş esmanên Osmanî vegirtibûn. [2350 uzun_bira] Dewleta Osmanî bûbû mîna wazoya şikestî, ew carekê, bi qetl û kuştinan, şikiyabû, êdî hew dicebirî. [2351 uzun_bira] Ittîhad we Terakkî Partîsî li ser hukim bû. [2352 uzun_bira] Hukimdarê dewletê Siltan Mihemed Reşad li ber destê wan mîna leyistokekê bû, wan her tiştê xwe bi Siltan didan qebûlkirin û pê dilîstin. [2353 uzun_bira] Piraniya »Ittîhatçiyan« zabit bûn, di şer û lecan de mabûn, destê wan bi xwîn, mêjiyê wan mucrîm bû. [2354 uzun_bira] Ew hem xeyalperest hem nîjadperest bûn. [2355 uzun_bira] Tirk, tirkî, tirkîtî ala wan, vegirtina hemû Asyayê, welatê bav û kalên tirkan armanca wan, qirkirina gelên din ên osmanî mirazê wan bû. [2356 uzun_bira] Şûr zar û zimanê wan, demançe edet û ûsila wan bû. [2357 uzun_bira] Her çiqas kesên li derveyî wan, dijî wan, dûrî wan hebûn, ew neyarên wan bûn. [2358 uzun_bira] Herkes diviya tirk bûya, ne bi tenê tirk, »tirkçî« jî bûya. [2359 uzun_bira] Islamiyet, osmanîtî, biratiya gelên osmanî... ev hemû winda bûbûn. [2360 uzun_bira] Siyaseteke zordar, darê zorê, tifing û demançên kuştinê li dar bûn... Tovên kîn û nefretê, mirin û kuştinê dihatin çandin. [2361 uzun_bira] Ez bawer nakim ko te dil hebe ko tu rûpelên romanê bi kuştin û mêrkujiyên wan tijî bikî û romanê biqulipînî ser bûyerên tarîxî. [2362 uzun_bira] Lê behsa çendine ji wan pêwist e. [2363 uzun_bira] Di behsa sûretê 3-an de, te jî, min jî qala Pira Galatayê kir. [2364 uzun_bira] Galata ko di umrê min de bûbû neqşeke esasî û di muhaciriya min a dirêj de bûbû siya xeyalên min, di eynî wextê de, bû warê yekemîn ê kuştinan. [2365 uzun_bira] Li ser textên riziyayî yên Pira Galatayê, di tarîxa 6 Nîsan 1909-an de (ez dizanim, tu ji bikaranîna tarîxên weha hez nakî, lê ev jî pêwist in), Hasan Fehmî, sernivîskarê rojnama Serbestî, bi destê Ittîhatçiyan hate kuştin. [2366 uzun_bira] Zabitekî ittîhatçî ji aliyê paşve hat û çend gule bera sîng û serê wî dan, hevalekî wî jî birîndar kir. [2367 uzun_bira] Rojnama Serbestî ko bi destê dostê bavê min (û paşê jî dostê min) Mewlanzade Rifat derdiket, gelekî li dijî hukmê ittihatçiyan bû. [2368 uzun_bira] Rojname ko ez jî paşê tê de xebitîm, li ser xeteke medenî û bi gotina ewrûpayiyan lîberal bû. [2369 uzun_bira] Lê ittîhatçiyan bê xwe kes nedixwestin û loma jî Hasan Fehmî di nav xwînê de gevizandin... Lê ew guleyên ko li sîng û serê wî ketin, di esasê xwe de, li sîng û serê dewleta Osmanî ketin. [2370 uzun_bira] Bi wê cînayetê, mîna Hasan Fehmî, dewlet jî li ser cogan ket. [2371 uzun_bira] Û wê cînayetê rê li cînayetên din vekirin. [2372 uzun_bira] Cinayeta herî mezin jî, di wan rojên ko tu niha behs dikî de hate pê. [2373 uzun_bira] Hema çend hefte berî wan rojan, serekên ittîhatçiyan avêtin ser Bab–i Alî, yanê dilê gerandina karên dewletê Saadaretê. [2374 uzun_bira] 23´ê çiriyê yê wê salêî, ittîhatçî, çek di destên wan de, ketin hundir û li ber salona civînên hukimetê, saet 2 û 45´ê piştî nîvro, Nazirê Herbiyê Nazim Paşa, dîsan bi demançê, kuştin. [2375 uzun_bira] Tevî wî, wan du kargirên din ên mezin ên dewletê jî kuştin û careke din dewlet, bi zora çekan, xistin destê xwe. [2376 uzun_bira] Ew roja ko tu niha behs dikî, em ji ber Bab–i Aliyê, Saaderetê derbas dibûn. [2377 uzun_bira] Mîna her gavê, wê rojê jî, li ser wan kevirên ko di bin lingên me de dilîstin, gava em ji berê derbas bûn, kuştin bi bîra min ketin. [2378 uzun_bira] Hukim ketibû destê xedaran. [2379 uzun_bira] Her roj hin kuştin çêdibûn. [2380 uzun_bira] Dewlet pir bi lez, ji leza me ya wê rojê pihêtir, ber bi deverên tarî gêr dibû. [2381 uzun_bira] Celadet dilezîne, destên wî di berîkên paltoyê wî de, serê wî li ber, hem li keviran dinihêre hem jî dipeyive û ber bi jêr dibe. [2382 uzun_bira] – Ah, Ceco, biraz yavaş yürüyemez misin? [2383 uzun_bira] Canan dikeve erdê. [2384 uzun_bira] Celadet lê vedigere, tê ser wê û ji erdê radike, bi ken, wê hembêz dike. [2385 uzun_bira] Demeke kurt ew welê di hembêza hev de dimînin û li hev dinihêrin. [2386 uzun_bira] Celadet wê hinekî din ber bi xwe dikişîne û diguvişîne. [2387 uzun_bira] – Mon amoure, eger tu dixwazî, em vegerin pansiyonê? [2388 uzun_bira] Celadet, bi henekî, jê dipirse. [2389 uzun_bira] Canan serê xwe dihejîne û aliyê din ê rê, aliyê keştiyê nîşan dide. [2390 uzun_bira] Lê ew nagihên Basrayê. [2391 uzun_bira] Gava ko ew xwe bi lengergehê digihînin, Basra jî hêdî hêdî avê diqelişîne û dere. [2392 uzun_bira] Celadet bi hîdet destê xwe li ba dike û dide çêran. [2393 uzun_bira] Lê keştî dere, mîna nazdareke spehî xwe li ba dike û di nav pêlên avê de ji wan bi dûr dikeve. [2394 uzun_bira] Pêl wê dibin... [2395 uzun_bira] Tiştekî ko Celadet û Canan bikin, nîn e. [2396 uzun_bira] Ew jî ji Basra rû badidin û hêdî hêdî berê xwe didin Galatayê, restorana Cenyo da ko li wir tiştekî vexwin, -heta ko keştiyeke nû bê. [2397 uzun_bira] Celadet, Canan û herdu birayên Celadet, Kamuran û Tewfîk berê xwe didin Galatayê, restorana Cenyo da ko li wir tiştekî vexwin, heta ko keştiya saet pêncê danê êvarê tê. [2398 uzun_bira] Cenyo mîna îstasyona keştiyan e, kesên ko li hêviya hatina keştiyan in, tên vir, çendek rûdinin, tiştekî dixwin û vedixwin û paşê derin. [2399 uzun_bira] Kesên ko tên, bêtir rojnamevan û nivîskar in. [2400 uzun_bira] Haya wan baş ji guherîn û pêşketinên cîhanê, rewşa dewletê û lîstikên siyasî yên li pey deriyan heye. [2401 uzun_bira] Piraniya wan di rojname û kovarên Caðaloðluyê de dixebitin û alîgirên hêz û komên siyasî ne. [2402 uzun_bira] Ji ber vê yekê ye ko navê Cenyo bûye »beroşa gotin û paşgotinê.« Nûçeyên herî dawîn ên her tiştî, pêşî ji Cenyo tê bihîstin û paşê belav dibe. [2403 uzun_bira] Di van rojên dawiya tebaxa 1914-an de, nûçe û xeberên pir giran û girîng, bi leza birûskê, li pey hev tên. [2404 uzun_bira] Şerekî pir mezin ê cîhanê dest pê kiriye, dewletên herî mezin û desthelatdar ên cîhanê ketine hev. [2405 uzun_bira] Fransiz, ingilîz û îtalî li aliyekî ne, aleman, nemseyî û rûs jî li aliyekî ne. [2406 uzun_bira] Herdu alî jî bi xurtî derin ser hev û bi xurtî hewl didin ko eniya xwe, bi dewletên dost û alîgir, fireh bikin. [2407 uzun_bira] Ji bo herdu aliyan jî hebûn û piştgiriya Dewleta Osmanî pir girîng e û herdu alî jî li pey dostiya Dewleta Osmanî ne. [2408 uzun_bira] Lê belê, Dewleta Osmanî ko di destpêkê de ne xwediyê siyaseteke diyar bû, niha siyaseta xwe diyar kiriye; ew piştgirî li eniya alemanan dike. [2409 uzun_bira] Dewletê bi alemanan re peymaneke dostiyê îmze kiriye, generalekî alemanî kiriye serokê hêzên eskerî yên dewletê, seferberî îlan kiriye, hemû peymanên kevn ên bi dewletên din ên ewrûpî re, bi serê xwe, fesh kiriye û niha jî di nav haziriyên nû de ye. [2410 uzun_bira] Nûçeya herî dawîn a Cenyo ev e; ittîhatçî ko dewlet bi dest xistine û karên dewletê dimeşînin, haziriya êrîşekî mezin dikin. [2411 uzun_bira] Ew ê, bi îhtimaleke mezin, bavêjin ser Rûsyayê. [2412 uzun_bira] Û ew ê herçi kesên ko dikarin çek hildin, bikin esker. [2413 uzun_bira] Di nav van xeber û haziriyan de Celadet û Canan jî haziriyekê dikin; ew ê di demeke nêzîk de destgirtî bin. [2414 uzun_bira] Ew ê di Cenyo de hem hinekî rûnin û hem jî biryara xwe ya nû ji Kamuran û Tewfîk re bibêjin. [2415 uzun_bira] Canan, bi bejna xwe ya dirêj, bi porê xwe yê dirêj, bi çavên xwe yên hunguvîn, îro, di nav fîstanekî binevşî de, bûye mîna jineke xewnan. [2416 uzun_bira] Çavên wê yên kilkirî, mîna esmanê îro, dibiriqin. [2417 uzun_bira] Rûyê wê yê xweş û sade dikene, mîna vê roja germ, germ e, dilê doralî germ dike. [2418 uzun_bira] Gava ew li kêleka maseyeke dirêj rûdinin, Kamuran dest li garsonê li ber derî dike û bi ken ji yên dora xwe re dibêje, [2419 uzun_bira] – Em ê vê xebera pîroz, bi qedeheke meya spî ya cemidî, pîroz bikin. [2420 uzun_bira] Pênûsa te riya xwe vedike, tu bi qîma xwe yî. [2421 uzun_bira] Min navê ders û şîretan li te bikim. [2422 uzun_bira] Lê tu jî dizanî, riya qederê ne raste-rast e, fetloke ye, tê de gelek xaçerê hene û ew hemû qeder in, qederê tînin pê. [2423 uzun_bira] Ez dinihêrim, bala te gelekî li ser şexs û serpêhatiyên şexsî ye. [2424 uzun_bira] Tu hin tişt, bûyer û pêwendiyên doralî ko li ser riya qederê ne, ji bîr dikî, yan jî nikarî li hûnandina romana xwe bînî. [2425 uzun_bira] Em bibêjin, rewşa kurdan a wan salan, nemaze rewşa wan a li bajarê me Stembolê... Bi aliyekî ve, qedera min bi vê jî girêdayî bû, ev jî hîmekî esasî yê qedera min bû. [2426 uzun_bira] Di nav wan teşqele û geremolên xurt ên siyasî û civakî de, kurdan jî xwe dilivandin. [2427 uzun_bira] Destpêka salên 1910-an, ji bo kurdan jî girîng bû. [2428 uzun_bira] Sala 1912-an, wan yekîtiyek bi navê Hêvî ava kirin. [2429 uzun_bira] Amanca Hêvî-yê reşandina hêviyê bû. [2430 uzun_bira] Kurd hewcedarê hêviyê bûn. [2431 uzun_bira] Kurdan, bi taybetî jî xortên kurdan, xwe li dora vê yekitiyê girtin. [2432 uzun_bira] Mam û pismam, ap û biraziyên min jî tê de, bi xurtî, xebitîn. [2433 uzun_bira] Wan bi navê Rojî Kurd, bi gotina wê rojê, muceleyek derxistin. [2434 uzun_bira] Pismamê min Mihemed Salih Bedirxan sernivîskarê wê bû. [2435 uzun_bira] Ew bavê Rewşenê bû. [2436 uzun_bira] Belê, Rewşena ko dê paşê di rojên min ên teng û tarî yên jîna min a muhacir de, bibûya hevala jîna min û diya zarokên min. [2437 uzun_bira] Min Rewşen jî, cara yekemîn, di wan rojên Rojî Kurd de dît. [2438 uzun_bira] Salih Beg, ji bo kovarê, bi navê »Hişyar bîn« bendek, bi kurdî, nivisîbû û dixwest wê nîşanî me bida. [2439 uzun_bira] Ez jî li nik mamên xwe bûm. [2440 uzun_bira] Ew li mala mamê min Mirad Beg bû. [2441 uzun_bira] Rewşen û diya wê jî pê re bûn. [2442 uzun_bira] Bi gotina Amojna Sitî, Rewşen hingî pariyekî zarok bû. [2443 uzun_bira] Umrê wê ne li ser 4-5 salan bû. [2444 uzun_bira] Ji wê rojê, porê wê yê gurmişkî û fîstanê wê yê rengîn di heşê min de man. [2445 uzun_bira] Heçî kurd bûn, benda Salih Beg rewşa wan baş nîşan dida. [2446 uzun_bira] Benda Salih Beg weha dest pê dikir; »Ji birayên me kurdan re hişyarbîn divê. [2447 uzun_bira] Heke ji paş niho jî em çavê xwe venekin û ji wê xewa giran hişyar nebin, ji me re kurdaniya me nahêlin û ê me ji nav holê bavêjin.« Ev rêzên Salih Beg ko min jî paşê car bi car, ji nû ve, bi gelek hêncetan, nivîsîn, hewcedariyên herî bingehîn ên kurdan bûn. [2448 uzun_bira] Kurdan yekitî, zanîn, hişyarî û hêzbûn diviya. [2449 uzun_bira] Kurdên Stembolê bi vî karî rabûbûn. [2450 uzun_bira] Malbata me bi xurtî di nav vî karî de bû, ez jî ketibûm nav refên wan... [2451 uzun_bira] Min dirêj kir. [2452 uzun_bira] Min jî ceribandiye, ez dizanim, meriv çi jî bike, di [2453 uzun_bira] neqişandin û avakirina xewn û xeyalên romanêkê de, nikare xwe bi her [2454 uzun_bira] tiştî, bi her kitekitê, bigihîne. [2455 uzun_bira] Lê gotina min ev e; di wan rojên tevîhev û bi lez de, li ser riya qedera min, li milekî evîn, hezkirin, coş, kêf, haziriyên destgirtiyê hebûn, li milekî jî amanc û hedefên mezin hebûn. [2456 uzun_bira] – Careke din, ji bo xebera pîroz, ji bo serfiraziya Canan û kekê me Celadet. [2457 uzun_bira] Canan, Celadet û herdu birayên wî dilopên dawîn ên piyanên xwe vedixwin û radibin pê da ko herin. [2458 uzun_bira] Êdî wexta çûyinê ye. [2459 uzun_bira] Êdî wexta çûyinê ye. [2460 uzun_bira] Wext, wexta barkirin û çûyina şerê giran e. [2461 uzun_bira] Celadet û hevalên wî yên din ên zabit radibin ser piyan û ber bi konan belav dibin da ko xebera çûyinê bi eskeran bigihînin û li ser wan bin, wan îdare bikin. [2462 uzun_bira] Ro hêdî hêdî li pey zincîrê çiyayên Torosê hil tê. [2463 uzun_bira] Dinya çiksayî, hinekî hûnik e. [2464 uzun_bira] Dinya hê nû hişyar dibe, hê nû çile û zivistaneke xedar li pey xwe dihêle û ber bi germahiyê bi rê dikeve. [2465 uzun_bira] Îro li vir, her tişt mîna xewnekê, mîna kitekitên efsaneyekê, yan jî yên romaneke nûjen, dixuyin... [2466 uzun_bira] Celadet di nav qapûtê xwe yê eskerî de, bi aramiya destê sibê, li dora xwe dinihêre. [2467 uzun_bira] Çiyayên giregir û bi heybet, zozanên hêşîn û hûnik, esmana paqij û gewher, tîrêjên rengîn ên royê, refên teyr û qulingan, keriyên pezê gundiyan, dengê seg, rûvî û wawîkan, hîrehîra mehîn û hespan, dengê stranên zîz ê eskeran, bergehên yekta yên Torosê... ev hemû, perçeyên roja nû, mîna mehfûreke rengîn û tarîxî, li ber Celadet dixuyin. [2468 uzun_bira] Na, ne welê ye. [2469 uzun_bira] Ew ne mehfûrên tarîxî bûn, ne jî kitekitên efsane û romanekê. [2470 uzun_bira] Ew rastiya wê rojê, perçeyên rastî yên jîna min, yên romana Bîra Qederê bûn. [2471 uzun_bira] Em li ser riya dûjehê, yanê li ser riya mirinê bûn. [2472 uzun_bira] Dewleta Osmanî ketibû ser riya mirinê û em ber bi mirinê diçûn... [2473 uzun_bira] Dewleta Osmanî, bi dek û dolabên aleman û itîhatçiyan, êdî pir vekirî bûbû hevalbendê alemanan û ketibû nav şerê mezin. [2474 uzun_bira] Stola Osmanî, bi alîkariya alemanan, di behra reş de girtibû ser wapûr, noqar û keştiyên Rûsyayê û ew dabûn ber topan. [2475 uzun_bira] Paşê jî stolê avêtibû ser bajarê Odesayê. [2476 uzun_bira] Êdî tîr ji kevanê firyabû... Siltan Mihemed Reşad, ew hukimdarê bêdeng û nazik, bi zora ittîhatçiyan, »Cîhad-î Muqedes« îlan kiribû. [2477 uzun_bira] Cîhada ko li gora wacibên îslamê diviya ji bo »Ilay-î Kelîmetulah« îlan bibûya, niha ji bo piştgiriya alemanan îlan bûbû. [2478 uzun_bira] Dewleta Osmanî û ordiyên wê êdî ketibû nav gulokên agir ên dûjehê. [2479 uzun_bira] Êdî li ser hemû tixûbên wê şer hebû. [2480 uzun_bira] Êdî hemû kesên osmanî, çi tirk û kurd, çi ereb û arnawid, çi çerkez û boşnak, di nav şer de bûn. [2481 uzun_bira] Şer, şerê man û nemanê bû, yê agir û şewatê, yê li ser Pira Siratê bû. [2482 uzun_bira] şer xurt û bêeman, xedar û kambax, bi bahoz û tofan bû. [2483 uzun_bira] Wî herkes, her welat û dewlet, her gel û netewe, her kes û şexs dabû ber xwe û ber bi gorê dibir. [2484 uzun_bira] Wê rojê, wî em jî dibirin. [2485 uzun_bira] Rastiya wê rojê weha bû. [2486 uzun_bira] Lê ji aliyekî ve jî gotina te ye; şer xewnek e, kabûsek e. [2487 uzun_bira] Tê de heş û mêjî, mantik û wîjdan nîn e. [2488 uzun_bira] Tê de hîsên xweş ên biratî, wekhevî û dostiyê nîn in. [2489 uzun_bira] Bi tenê tê de berberî û dijminatî, lêdan û xirakirin heye. [2490 uzun_bira] Belê, ew kabûs e, bi ser merivan de tê, beden û canan dikuje, giyan û ruhan dişewitîne, însanan û însanetiyê kavil dike û dere. [2491 uzun_bira] Û gava kesên ko li pey kabûsê mane, jê hişyar dibin, ew hew dikarin mîna berê bijîn. [2492 uzun_bira] Nîvmirî, zîz, kesertijî, çavê wan li ser riya mirinê, ew jî êdî bi tenê rojên xwe yên »mayî« temam dikin da ko bikevin pey kabûsê û herin... [2493 uzun_bira] Wê roja zozanê çiyayên Torosê, em li ser riya eniya şer, bi gotina osmaniyan »şark Cephesi« bûn. [2494 uzun_bira] Sal 1915 bû. [2495 uzun_bira] Şer pir germ bûbû. [2496 uzun_bira] Agirên şer pêl bi pêl bi ser welêt de dihat. [2497 uzun_bira] Welat bûbû dûjeh, meriv tê de difetisîn, dişewitîn. [2498 uzun_bira] Herkesî ji xwe û ji der û dora xwe dipirsî; çima? [2499 uzun_bira] Ji bo çi? [2500 uzun_bira] Ji bo kîjan amanc û hedefan? [2501 uzun_bira] Bi sed hezaran, bi milyonan meriv dihatin kuştin, xwîn diherikî, bajar dişewitîn, xirbe dibûn... Lê çima? [2502 uzun_bira] Ji bo min û me kurdan jî bersîv nediyar bûn. [2503 uzun_bira] Em ne ji rewşa welêt û kargirên wî ittîhatçiyan razî bûn ne jî ji rewşa kurdan û Kurdistanê. [2504 uzun_bira] Siyaseta ittîhatçiyan hem li dijî welatê Osmanî hem jî li dijî Kurdistanê bû. [2505 uzun_bira] Lê çare nîn bû. [2506 uzun_bira] Em di nav şer de bûn. [2507 uzun_bira] Welatê Osmanî welatê me bû jî. [2508 uzun_bira] Diviya me ew biparasta. [2509 uzun_bira] Loma kurdan jî, ji bo parastina welêt, çek hildan û ketin nav refên ordiya Osmanî. [2510 uzun_bira] Em, kurd û bi sedan endamên malbata Bedirxanpaşazade, ketin ber bayê şer û her yek bi derekî de çûn. [2511 uzun_bira] »Şark Cephesi« bû para min. [2512 uzun_bira] Min cilên eskerî li xwe kirin û ez bûm zabît. [2513 uzun_bira] Di destpêka şer de, Stembolî, rûniştevanên Stembolê, nediçûn şer. [2514 uzun_bira] Lê gava xeberên nexweş ên eniya Çanaqalê hatin û hejmara miriyên wê eniyê gihîştin sed hezaran, birîndar bûn çar sed hezar, hingî çek û pûsad bi Stemboliyan jî hate girêdan û ew jî ketin nav refên şer. [2515 uzun_bira] Wê roja çiyayên qaîm û kevnar ên Torosê, em li rê bûn, ber bi »Şark Cephesî«, ber bi qeda û bela, ber bi mirinê, diçûn. [2516 uzun_bira] Stembol, bav û diya min, mal û malbata min, Şehrîban, Canan, bîhna beden û hêtên wê û gustîlên me li pey mabûn. [2517 uzun_bira] Gotineke kurdan heye, dibêje; me berê xwe da oxirê, pişta xwe da felekê. [2518 uzun_bira] Lê belê, wê rojê me bervajiyê vê gotinê dikir; me pişta xwe dida oxirê, berê xwe dida feleka xayin û fetbaz... [2519 uzun_bira] Tabûra ko Celadet pê re ye û ji bo bîhnvedana çend rojan, li zozanên Torosê, li quntara çiyan, kon vedaye dê niha, dîsan, bikeve rê. [2520 uzun_bira] Topên giran ko ew dibin eniya şer, hinekî ji konan dûr, rêzkirî ne. [2521 uzun_bira] Ker û hêstir, ga û gamêş, qantir û bergîrên tabûrê, li ber devê qelîşekeke çiyan, diçêrin. [2522 uzun_bira] Ji konan dûr, li jêr, gund, xanî, rê û xaçerê dixuyin. [2523 uzun_bira] Jiyan îro, hê nû, bi aramî û bi hemû bedewiya xwe, hişyar dibe. [2524 uzun_bira] Mîna ko jiyan ne di nav şer de ye, mîna ko roj ne ya şer e. [2525 uzun_bira] Jê ewçend bi dûr, ewçend cihê, jiyan li vir xwe li rojeke nû digire. [2526 uzun_bira] Lê Celadet û tabûra wî dê bikevin rê, tabûr xwe dide hev, kon radibin, çek tên girêdan, heywanên barên giran tên şidandin, zîn li hespên kumêt û qemer dikevin, teng û qûş li wan tên şidandin. [2527 uzun_bira] Tabûr li rê ye, ew ê xwe li eniya şer bigire, xwe dirêjî aliyê din ê şer, şewat û mirinê bike... Mirin dikeve rê... [2528 uzun_bira] Mirin dikeve rê... Çare nîn e, Celadet û hevalên doralî çi jî bikin, hew dikarin eskerê birîndar ji mirinê vegerînin. [2529 uzun_bira] Birîna esker xedar e, hûr û rûviyên wî derketine der, ji eniya wî xwîn tê, çermê aliyekî rûyê wî rabûye, hestiyên spî yên rû dixuyin. [2530 uzun_bira] Libasên eskerî yên li ser vî eskerê xort lîme lîme bûye. [2531 uzun_bira] Jê bîhna xwîn, xwîdan, herî û barûdê tê. [2532 uzun_bira] Jê bîhna mirinê tê. [2533 uzun_bira] Çare nîn e, ruhistîn li ser qirikê siwar bûye. [2534 uzun_bira] Eskerê bênav, bênîşan û bêsiûd li ber candanê ye. [2535 uzun_bira] Esker, bi xîreta xwe ya dawîn, çavên xwe, hêdîka vedike, li çavên ko ji jor lê dinihêrin, mêze dike. [2536 uzun_bira] Çavên wî yên kelgirî, bi zîzî, bi hawar, li Celadet dinihêrin. [2537 uzun_bira] Agir bi dilê Celadet dikeve, kezeba wî dişewite. [2538 uzun_bira] Celadet dikare çi bike?.. Ew jî li kesên doralî dinihêre. [2539 uzun_bira] Tu kes nikare tu tiştî bike; ne bijîşk û kargerên tenduristiyê hene, ne derman heye, ne alet hene, ne wasiteyên guhastinê hene û ne jî quwet û taqeta alîkariyê... Mirin ketiye rê, ew ê vî eskerê ciwan jî, mîna bi sed hezaran eskerên din, bide ber xwe û bibe. [2540 uzun_bira] Mirinê dora wan girtiye, ji her derî, her wext, bi ser wan de tê. [2541 uzun_bira] Çavên eskerê bênav, hêdîka, tên girtin. [2542 uzun_bira] Sînga wî giran giran radibe. [2543 uzun_bira] Zimanê wî derdikeve û bi giranî li ser lêvên zuwa digere. [2544 uzun_bira] – Ev tî ye, em hinekî av bidinê, yek ji kesên li ser esker sekinî dibêje. [2545 uzun_bira] Dilê wî dişewite, hinekî av bidinê, bila tiya wî bişkê. [2546 uzun_bira] – Na, na, av jê re ne baş e, yekî din dibêje. [2547 uzun_bira] – De dirêj mekin, avê bidinê, Celadet, bêyi ko çavê xwe ji esker bizivirîne, dibêje. [2548 uzun_bira] Avê bidinê, jixwe ew li ber mirinê ye, qet nebe, bila ew tî nere diyarê rehmetê. [2549 uzun_bira] Celadet hê weha dipeyive, ji aliyê derve dengekî din tê; [2550 uzun_bira] – Cîh vekin, cîh çêkin, sê birîndarên giran tên. [2551 uzun_bira] Tu wan rojên min ên ko bi rengên mirinê hatibûn risandin, bi bîra min tînî. [2552 uzun_bira] Tu nefesa mirinê, hilma mirinê bi bîra min tînî. [2553 uzun_bira] Hingî ez kumandarê qerergahê bûm. [2554 uzun_bira] Konê me yê eskerî navenda îdara şerê kambax bû. [2555 uzun_bira] Lê ne bi tenê weha, kon cihê razanê, xwarinê û dermankirinê bû jî. [2556 uzun_bira] Hertim li wir çend birîndar hebûn û hertim piraniya wan çend birîndaran bi axîn û nalîn, li ber çavê me, dimirin. [2557 uzun_bira] Li qerergahê, yanê bi qewlê kurdên me yên başûr, li meqerê, zêde kes nîn bûn. [2558 uzun_bira] Herkes çûbû qada şer. [2559 uzun_bira] Lê çûn û hatin pir bû. [2560 uzun_bira] Nemaze hatin û çûyina birîndar û miriyan. [2561 uzun_bira] Qîmeta meriv ketibû bin lingan, bûbû pênc pere. [2562 uzun_bira] Roja ko miriyên me hezarek yan çend hezar bûna, hingî zabitên giregir kêf dikirin û digotin; »Müthîş bîr şey, zayîatýmýz bugün çok az.« Belê, te fahm kir, miriyên wan wê rojê pir kêm bûn!.. [2563 uzun_bira] Mixabin e ko min bîranînên xwe yên wan rojan nenivîsîn. [2564 uzun_bira] Û min ew kurte-notên xwe yên ko min li vir û li wir nivisîbûn, şewitandin... Eger ew niha hebûna, wan ê gelekî alîkarî li te bikirana. [2565 uzun_bira] Ji wan rojan bi tenê çend rêz di rûpeleke kovarên min de hene. [2566 uzun_bira] Niha nayê bîra min ka ew kîjan kovar û kîjan hejmar bû, lê li wir min behsa birîndarekî kiribû. [2567 uzun_bira] Birînên birîndar xedar bûn û tu kes nîn bû ko alîkarî lê bike. [2568 uzun_bira] Kurdan gotiye, »konê reş kêmaniyê qebûl nake.« Lê li wî konê me tu tişt nîn bû. [2569 uzun_bira] Şer, mîna hûtekî, her tişt xwaribû, qedandibû. [2570 uzun_bira] Ez bi kêr û meqesan ketim ser birîndar, min birînên wî derman kirin, bi derzî hûr û pizûrên wî »dirûn« û ew danî aliyekî da ko ez vegerim ser birîndarekî din. [2571 uzun_bira] Belê, ez bûbûm bijîşk!.. Min bi tenê ew birîndar ji mirinê xelas kir. [2572 uzun_bira] Birînên wî cebirîn û ew hate ser xwe. [2573 uzun_bira] Di nav wan sê salên şer de, hingî, bi tenê hingî, min xwe mesûd hîs kir û ez bi bijîşkiya xwe serbilind bûm. [2574 uzun_bira] – Korkunç yorgunum, şöyle on-onbeş dakika uzanacaðým... [2575 uzun_bira] Celadet westiyayî ye. [2576 uzun_bira] Bêrawest, du roj û du şevan xew neketiye çavên wî. [2577 uzun_bira] Êdî tu taqeta wî nemaye ko ew bixebite. [2578 uzun_bira] Ew xwe ji textê ko esker li serê dirêj bûye, dide alî û ber bi quncikeke kon dere. [2579 uzun_bira] Li wir çend text li kêleka hev rêzkirî ne. [2580 uzun_bira] Celadet ber bi yê herî koşê ko li kêleka singekî ye, dibe. [2581 uzun_bira] Lê berî ko ew xwe li ser text dirêj bike, ew ji berîka hundirîn a qapûtê xwe nama ko bavê wî jê re şandiye derdixe. [2582 uzun_bira] Ew, tevî qapût û potînên xwe yên eskerî, xwe li ser text dirêj dike û dest bi xwendina nama bavê xwe dike. [2583 uzun_bira] Nama Emîn Alî Beg bi zimanekî xweş ê osmanî hatiye nivisîn û gelekî dirêj e. [2584 uzun_bira] Ew di namê de behsa diya Celadet Semîha Xanimê, zarokên din ên malê, ap û metên Celadet ên kal û pîr ko li Stembolê mane dike. [2585 uzun_bira] Ew hemû baş in, »Di sihet û afiyetê de ne.« Safter û Meziyet mezin bûne. [2586 uzun_bira] Safter danên êvaran kursiyekê davêje ber devê bîra bexçê û li wir rûdine û klasîkên fransizî, bi fransizî, dixwîne. [2587 uzun_bira] Wî şihîra Charles Baudelaire »le Balcon« û şihîra Alfred de Vigny »La mort du loup« jiber kirine û wan ji malê re dixwîne. [2588 uzun_bira] Heçî Meziyet e, bûye stranbêjeke yekta. [2589 uzun_bira] Ew stranên kurdî, osmanî, fransizî û farisî, »bi dengê xwe yê mîna qedîfe« dixwîne. [2590 uzun_bira] Gava ew stranên xwe dixwîne, hemû Kiziltoprak lê guhdarî dike. [2591 uzun_bira] Emîn Alî Beg di nama xwe de hin gotin û henekên wê rojê yên Stembolê jî nivisîne. [2592 uzun_bira] Celadet bi ken, car bi car, wan gotinan dixwîne; »Kadýköy vapurlarýnda tenha yer bulmak için ya sihirli kýyafetine girmeli yahut bol sarmýsak yemelidir.« Emîn Alî Beg hin henekên li ser şer jî nivisîne; »Denizleri kurutmak suretiyle düşman taht-il bahirlerinin elde edilmesi meselesi müfekerat-ý avam kamarasýnda mevki-i müzakereye konulmuştur.... Suya düşen sulh kelimesini taht-ý bahirler çýkaracaktýr...« Bavê Celadet bi rewşa wî û hewcedariya wî ya bîhnvedanê dizane. [2593 uzun_bira] Celadet pir bi henekên ko bavê wî nivisîne, dikene. [2594 uzun_bira] – Bavo, ax Bavo, ew bi keser dibêje. [2595 uzun_bira] Di namê de, piştî henekan, li ser rewşa Stembolê jî hin rêz hene. [2596 uzun_bira] Emîn Alî Beg nivîsîna rewşê ji bîr nekiriye. [2597 uzun_bira] Jiyan pir biha bûye, wapûrên Kadiköyê niha gelek tenha û bêkes bûne, kolanên Stembolê bêdeng bûne, buhayên tiştan pir û pir zêde bûne. [2598 uzun_bira] Bihayê zêr di sedî de dusedpêncî zêde bûye, bihayên tiştan, bi gelemperî, hezarûşest caran zêde bûye, li bazarê dirav nemane, kirîn û firotin pir kêm bûye, xwarin û vexwarin nayên dîtin, hema çi bigire li her malê şîn heye. [2599 uzun_bira] Stembolê reşa xwe girêdaye... [2600 uzun_bira] Celadet weha namê dixwîne û hêdî hêdî di xew re dere. [2601 uzun_bira] Çavên wî tên girtin û name bi hêdîka dikeve ser sînga wî. [2602 uzun_bira] Li kêleka xewa mirinê, ew jî dikeve nav xeweke kûr û giran. [2603 uzun_bira] Celadet ji xeweke giran hişyar dibe. [2604 uzun_bira] Ber destê sibê ye, dinya nû ronî dibe. [2605 uzun_bira] Celadet ko bi kincên xwe yên eskerî razaye, hêdî hêdî xwe dilivîne û li dora xwe dinihêre. [2606 uzun_bira] Li odê, ji wî pê ve, kes nemaye. [2607 uzun_bira] Roja eskerî û şer, ji bo esker û seraskeran, ji zû ve ye ko dest pê kiriye. [2608 uzun_bira] Ji derve dengin tên. [2609 uzun_bira] Welê dixuye ko zabit û seraskerên ordiya Osmanî xwe didin hev û haziriya roja nû dikin. [2610 uzun_bira] Roja nû... ko Ruhistîn wê çend hezar eskeran bide ber xwe û bibe?.. [2611 uzun_bira] Gava Celadet radibe ser piyan û destemala xwe ya dirêj davêje ser milê xwe û ber bi derî de dere, ew, bi deng, weha difikire. [2612 uzun_bira] Gelo qûtê Ruhistîn ê wê rojê dê çiqas be? [2613 uzun_bira] Belê, qût ne tiştekî din... Lê êdî Celadet jî hînî vê jiyanê bûye. [2614 uzun_bira] Ew jî êdî bi aramî li mirî û birîndaran dinihêre, bi aramî behsa mirinê dike. [2615 uzun_bira] Gava nûçeyên mirin û kuştinê tên, ew, hew mîna berê, li ber wan dikeve. [2616 uzun_bira] Celadet deriyê mezela eskerî vedike û derdikeve der. [2617 uzun_bira] Bi qasî bîstekê, ew li ber derî radiweste, dest û milên xwe diguvişîne. [2618 uzun_bira] Textê wî yê razanê, mîna teht hişk û sert e. [2619 uzun_bira] Ew carina, bi qewlê fransizan »gymnastique« dike, lê ew zêde nikare xwe bilivîne, bilebitîne. [2620 uzun_bira] Kar û şixulên wî her li garnîzona navendê ye. [2621 uzun_bira] Tevî ko ew gelekî bala xwe dide xwarina xwe, ew qelew dibe. [2622 uzun_bira] Ew hinekî li dora xwe dinihêre. [2623 uzun_bira] Hewşa garnîzonê gelek fireh e. [2624 uzun_bira] Garnîzon mîna keleheke biçûk hatiye lêkirin. [2625 uzun_bira] Li ser dîwaran cîhên nobedaran hene, deriyê mezin ê garnîzonê ji hesin e. [2626 uzun_bira] Hinekî ji mezelên zabitan bi dûr, bîreke mezin li hewşê heye. [2627 uzun_bira] Di destpêka şer de, eskeran ew bîr vedaye. [2628 uzun_bira] Bîr bûye navenda garnîzonê; ava vexwarinê ji bîrê tê kişandin, esker li kêleka wê kincên xwe yên tijî kêç û sipî dişon, zabitên mezin ên kuştî li wir tên şuştin û kefenkirin, danê sibê û êvaran, zabit li kêleka wê dicivin û sohbeta rojê dikin. [2629 uzun_bira] Bîr bûye bîra qederê ya enî û qada şer. [2630 uzun_bira] Celadet, bi gavên giran, ber bi bîrê dere da ko dest û rûyê xwe bişo. [2631 uzun_bira] Li aliyê din ê bîrê, çend zabit li pê, paşiya wan li Celadet, bi dengekî berz, sohbet dikin. [2632 uzun_bira] Ew Celadet nabînin. [2633 uzun_bira] Celadet radihêje dewla ber devê bîrê da ko ji bîrê avê bikişîne. [2634 uzun_bira] Lê dewl tijî av e, yekî av kişandiye û welê hîştiye. [2635 uzun_bira] »Bextê çê«, Celadet bi ken dibêje, li ser totikan rûdine û dest û rûyê xwe dişo. [2636 uzun_bira] Kêliyekê, bi herdu destan, ew bi ava sar rûyê xwe dişo. [2637 uzun_bira] Ava sar hinekî wî zînde dike û xewa li ser çavên wî davêje. [2638 uzun_bira] Serşoka mala wan a Kiziltoprakê û ew demên rengîn ên serşokê tên bîra wî. [2639 uzun_bira] Niha? [2640 uzun_bira] Niha ew çiqas ji wir, ji wan bi dûr ketiye!.. Ew ê bikaribe, dîsan, xwe bi wir û bi wan deman bigihîne? [2641 uzun_bira] Celadet bi hêdîka radibe ser piyan, bi destemala dirêj dest û rûyê xwe zuha dike. [2642 uzun_bira] Di wê navberê de çend gotinên sohbeta zabitên li aliyê din ê bîrê bi ber guhê wî dikevin. [2643 uzun_bira] Di sohbeta wan de gotinên »lo, lo... zo, zo« derbas dibin. [2644 uzun_bira] Celadet bi dîqet guhê xwe dide wan û ber bi wan dere. [2645 uzun_bira] Belê, lo kurd bûn, zo jî ermen... Wan zo qir kiribûn, dor hatibû loyan... Wan zabîtên wê rojê qala qirkirin û mirinê dikirin. [2646 uzun_bira] Dewletên mezin ew dikuştin, wan jî zo kuştibûn, lo li dorê bûn. [2647 uzun_bira] Hingê em li Bakuyê, li eniya Qevqesê, bi gotina osmanî li »Kafkas Cephesî« bûn. [2648 uzun_bira] Havîna 1917-an bû. [2649 uzun_bira] Şer bi awayekî boş dewam dikir lê êdî xuya bûbû ka kî dê zora kê bibe. [2650 uzun_bira] Yekîtiya Dewletên Amerîkayê, ji bo piştgirtiya ingilîz, fransiz û îtaliyan, ketibû qada şer. [2651 uzun_bira] Bi vê biryara Amerîkayê, êdî serketiyên şer baş diyar bûbûn. [2652 uzun_bira] Dewleta Osmanî şikestên xedar xwaribû, hew dikaribû li ber xwe bide. [2653 uzun_bira] Li her cepheyê şikest hebû û hejmara miriyan digihîşt sed hezaran. [2654 uzun_bira] Li welatê Qefqesê jî, bi deh hezaran esker, bêyî ko tu tiştî bikin, di nav berf, sar û seqemê de, bêzar û bêziman, bê gor û goristan, li welatekî xerîb, serê xwe danîn. [2655 uzun_bira] Ittîhatçî bi ser ketibûn; dewlet ji hev diket, têk diçû. [2656 uzun_bira] Itîhatçî bi armanca vegirtina hemû Qafqasê û Asyayê, welatê bav û kalên xwe, ketibûn rê. [2657 uzun_bira] Mirîşkên birçî di xewna xwe de garis didîtin... Lê xewna wan qulipî ser kabûseke ewçend xedar ko pê hemû welatê Osmanî leqiya, hejiya û di dawiya dawîn de jî winda bû, çû. [2658 uzun_bira] Di gel vê hindê, ittîhatçî hê jî dev ji fortên xwe bernedabûn. [2659 uzun_bira] Ew ne ji kera xwe peya dibûn ne jî ji pozê xwe mû dikişandin. [2660 uzun_bira] Ew leheng û qehreman bûn... Wan di hatinê de zo qir kiribûn, niha di vegerê de, dor a loyan bû... Heçî qetliyama ermenan bû, rast bû. [2661 uzun_bira] Bi sed hezaran ermen, kal û pîr, zar û zêç, jin û mêr, bi dek û dolab, bi plan û bernamên itîhatçiyan, ji mal û warên xwe hatibûn veqetandin û di riyên dirêj, asê û çetin ên koçan de, bi destê çeteyên itîihatçiyan hatin kuştin... Pêl bi pêl, li ser hev, bi hovîtî. [2662 uzun_bira] Serekên ittîhatçiyan ji diz, keleş, pêxwas, mêrkuj û nezanan, bi navê »Teşkîlat-i Mahsusa«, çeteyên çekdar ava kiribûn da ko bi wan ermen qir bikin, reh û rêçên wan biqelînin. [2663 uzun_bira] Ittîhatçî di êî plana xwe de bi ser ketibûn. [2664 uzun_bira] Gava em ji çiyayên Torosan, ber bi qada şer dihatin, min bi xwe, bi çavên xwe, li ber devê riyan, di kort û çahlên şikêran de, bi sedan cendekên ermenên mirî dîtin... Min ev tişt hemû ji Mistafa Kemal Paşa re, di nama ko min jê re şand de, bi kitekit, behs kir. [2665 uzun_bira] Dawiya mirin û kuştinê heye? [2666 uzun_bira] Payanên kîn û nefretê hene? [2667 uzun_bira] Ma xwîn bi xwîn tê şuştin? [2668 uzun_bira] Merivên ko rê û rêçûna xwe li gora kîn û nefretê bi rê dixin, bivê-nevê, di nav kîn û nefreta ko wan çandiye de digevizin... [2669 uzun_bira] Ittîhatçiyan xwîn rijandibû û wan xwîn, ne bi avê, bi xwînê dişuştin. [2670 uzun_bira] Celadet dere nik zabitan û bêdeng li wan guhdarî dike. [2671 uzun_bira] Gotin li ser ermen û kurdan e. [2672 uzun_bira] Zabitekî simbêlqît, bi ken, dibêje; [2673 uzun_bira] Týpký Zo-lar gibi Lo-lara da iyi bir ders vermek lazým... [2674 uzun_bira] Nasýl verecekmişsin, ver bakalým... Ben de Lo-yum... [2675 uzun_bira] Bêyî ko Celadet xwe bilivîne, yan jî xwe eciz bike, bi ken, bersiva zabit dide. [2676 uzun_bira] Zabit hinekî şaş dibin. [2677 uzun_bira] Zabîtê ko qala zo û loyan dike, hinekî xwe dilivîne ko bersivekê bide, lê ew nizane çi bibêje. [2678 uzun_bira] – Estagfirullah, ew dibêje, Celadet Beg, em dizanin, tu stembolî yî... [2679 uzun_bira] – Belê, ez Stembolî me, lê kurd im jî... Celadet destê xwe yê çepê datîne ser kevirên dîwarê bîrê û bi aramî dibêje... ji bîr mekin, merivên ko rê û rêçûna xwe, li gora mirin û kuştinê, bi rê dixin, bivê-nevê, di nav xwîna xwe de digevizin... [2680 uzun_bira] FOTOGRAF 6: »Jeladet Alî; he suffers from the inevitable effects of long residence and training in constantinople, but he has the makings of a good man...« [2681 uzun_bira] Şer, şerê cîhanê ê mezin, careke din, qayida xwe ya esasî diyarî însan û însaniyetê kir; merivên ko rê û rêçûna xwe li gora mirin û kuştinê bi rê dixînin, di nav xwîna xwe de digivizîn. [2682 uzun_bira] Dûzan û ahenga cîhanê, ji binî ve guherî, dewletên biserketî, Ingilîstan, Franse û Italya, niha, dûzaneke nû, li gora armanc, hedef û xwestekên xwe, didin cîhanê. [2683 uzun_bira] Alemanya, Rûsya, Dewleta Osmanî û alîgirên wan têk çûne, dûzana wan hilweşiyaye, ax û tixûbên wan ji hev ketine. [2684 uzun_bira] Nalîna şînê û bîhna dû û dûmanê ji wan radibe. [2685 uzun_bira] Di nav vê agir û şewatê, dû û dûmanê de, qîmeta fotograf û wêneyan, yekcar zêde bûye. [2686 uzun_bira] Pevçûn û şer, mirin û windabûnê, yekcar, fotograf kirine tiştekî esasî yê jiyana civakî. [2687 uzun_bira] Bi hezaran, deh hezaran, sed hezaran û milyonan meriv di şerê bêhempa de, di berî û deştan, newal û geliyan, kort û kozikan de, di çiya û dahlan de, bê gor û goristan, bê kefen, mirin û hatin kuştin. [2688 uzun_bira] Ew bê nav û nîşan, bê şop û şûv, bê wêne û foto çûn. [2689 uzun_bira] »Qet nebûya, hin wêneyên wan hebûna...« Bi dû şer re, însaniyetê ji sed hezaran malên xwedî mirî û kuştî qîrîn û nalînên weha bihîstin. [2690 uzun_bira] »Qet nebûya hin fotoyên wan hebûna, ew li ser dîwar, mase û refên kitêban li yên mayî binihêrtina... Yên mayî jî li wan binihêrtina û bigotina, bavê me, mêrê me, birayê me, mamê me, xalê me ev e... ew weha bû, jiya û mir...« [2691 uzun_bira] Mirinê nemiriya fotografê bi bîr aniye. [2692 uzun_bira] Însan û însaniyetê niha baş bîr pê biriye ku, fotograf vejandina miriyan e, herwekî ko filîsofekî fransiz gotiye, vegera miriyan e. [2693 uzun_bira] Fotograf di navbera herdu cîhana de çûyin û hatin e, hem bîr bi nemiriyê, hem bi mirinê birin e. [2694 uzun_bira] Fotograf rawestandina wextê, dewr û dewranê ye, li dijî dem û wextê şerekî bêhempa ye. [2695 uzun_bira] Loma jî, niha, meriv li her aliyê dinê, li ber deriyên studyoyên wênekêşan, di rêzê de ne. [2696 uzun_bira] Miriyên wan, bêyî ko li pey xwe tiştekî bihêlin, bê nav û nîşan, bê rû û sûret çûn. [2697 uzun_bira] »Qet nebe, bila ew welê nerin...« Loma jî foto û fotokêşê, niha, yek ji meslegên herî baş, herî bi qezenc, herî maqbûl û herî bi »sewab« e. [2698 uzun_bira] Niha, piştî şerê kambax, herkes li pey rû û rûçikê xwe yê nemir e. [2699 uzun_bira] Herweha rêzên dirêj li ber deriyên studyoyên fotografkêşên Stembolê jî hatine pê. [2700 uzun_bira] Stembol, payitextê Dewleta Osmanî ya têkçûyî, jî, piştî mirina dewletê, niha ketiye pey nemiriyê û xwe li ser kaxizên reş û spî »qeyid« dike. [2701 uzun_bira] Mîna herkesî ko xwedî îmkan in, malbata Bedirxanpaşazadan jî xwe li ser kaxizan qeyd dikin. [2702 uzun_bira] Hem mêr, hem jin, lê pirî caran ji hevûdu cihê. [2703 uzun_bira] Ew ji deverên şer, mirin û kuştinê vegeriyane û li milekî xwe ji nû ve didin hev û li milekî jî, bi qasî ko ji destê wan tê, xwe dikin nemir û wêne li ser wêne zêde dikin. [2704 uzun_bira] Fotografa şeşemîn a romana Bîra Qederê di wan rojên hilweşîn, keft û leftên dûzana nû û demên rêzên dirêj ên li ber studyoyên fotokêşan de tê kişandin. [2705 uzun_bira] Lê ne li Stembolê, li Kurdistanê. [2706 uzun_bira] Ne di studyoyeke fotokêşekî de, li bexçê maleke kurdî. [2707 uzun_bira] Ne ji aliyê osmanî yan jî kurdekî, lê ji aliyê zabitekî ingilîz, Major E. [2708 uzun_bira] M. [2709 uzun_bira] Noel. [2710 uzun_bira] Li ser fotoyê du kesên nas hene; Celadet û birayê wî Kamuran Alî Bedirxan. [2711 uzun_bira] Herdu li pê, li kêleka hevûdu, li ber sitûneke stûr a şaneşînekê sekinîne. [2712 uzun_bira] Dar û berên bexçe bergeha fotografê dixemilînin. [2713 uzun_bira] Celadet li kamarayê, Kamuran li aliyê bexçê dinihêre. [2714 uzun_bira] Herdu jî bi simbêl, bi kincên siwaran, lê bi qrawat in. [2715 uzun_bira] Porê herduyan jî, bi paş de, şehkirî ye. [2716 uzun_bira] Celadet bi qasî çend tiliyan ji Kamuran dirêjtir e û bi qasî çend tiliyan li pêş wî rawestaye. [2717 uzun_bira] Şivekî siwaran di destê Celadet de ye. [2718 uzun_bira] Kamuran, dest ber bi jêr, bi awayekî serbest sekiniye. [2719 uzun_bira] Ji rawestana herduyan dixuye ko Celadet bêtir xwedî berpirsiyarî û gotin e. [2720 uzun_bira] Herdu bi rêz û rêzdarî sekinîne. [2721 uzun_bira] Awirên wan cîddî, nêrîna wan kûr e. [2722 uzun_bira] Kincên ko wan li xwe kirine, nû ne û ji kincên siwar, rêwî, nêçîrvan û seyidvanên îngilizan in. [2723 uzun_bira] Çaketên herduyan jî, ji navtengê, bi kemerekê, hatine şidandin. [2724 uzun_bira] Pantolon ji jor fireh, ber bi delingan teng in. [2725 uzun_bira] kincên herduyan jî mîna hev in. [2726 uzun_bira] Kinc ne yên mintiqê ne, ne yên welatê Osmanî ne jî. [2727 uzun_bira] Kincên wan yên ewrûpayiyan in. [2728 uzun_bira] Yanê du kurdên ji maleke navdar a kurdî, bi cil û bergên ewrûpayî, li welatê bav û kalan in. [2729 uzun_bira] Du Stemboliyên kurd li welatê kurdan in. [2730 uzun_bira] Ji awir û nêrîn, cil û bergên wan, ji şiva destê Celadet dixuye ko ew bi wezîfene girîng rabûne û rêwî ne. [2731 uzun_bira] Ew, hazir, xwe şidandî, ciddî, li ser rê ne. [2732 uzun_bira] Di geremola piştî şer de, di keft û lefta avakirina dûzana nû ya cîhanê de, ew jî li ser hin riyan in, li pey hin doz û dawan in. [2733 uzun_bira] Fotografa şeşemîn a romana Bîra Qederê, bi qasî mistekê be jî, rewş, alozî, dawe û dozên piştî şerê cîhanê nîşan dide. [2734 uzun_bira] Fotograf, bi bergeha xwe ya xuyayî û bi aliyên xwe yên nexuyayî, hem riyên nû yên li ber Celadet û Kamuran nîşan dide hem jî riyên nû li ber romana Bîra Qederê vedike. [2735 uzun_bira] Tiştekî din ê bergehê jî heye ko meriv divê, ji bo temamkirina saloxdanê, behs bike; ji ber û pelên daran xuyaye ko dinya germ e, wext, wexta dar û ber, gul û kulîlkan e. [2736 uzun_bira] Dinya germ e, wext, wexta dar û ber, gul û kulîlkan e. [2737 uzun_bira] Tîrêjên tava danê êvarê yên Stembolê, ji pencera oda otêlê, bi ûsil, xwe digihînin hundir. [2738 uzun_bira] Canan, hêdîka, ji ser cîhan radibe û bi gavên nerm ber bi pencerê dere. [2739 uzun_bira] Celadet, di nav cîhan de dirêjbûyî, lê dinihêre. [2740 uzun_bira] Rojeke havînê ye. [2741 uzun_bira] Celadet û Canan li otêla navdar a Stembolê Pera Palasê, di odeyeke fireh de ne. [2742 uzun_bira] Hema çi bigire, ew hemû roj li odê, di nav cîhan de mane. [2743 uzun_bira] Bi tenê, destê sibê, ew derketine û li kolanên teng ên Pera û li ser Rue du Pera ya fireh geriyane. [2744 uzun_bira] Bi tenê, bêdeng û bêyî qîreqîra şêniyan. [2745 uzun_bira] Bi rêberî û hevaltiya seg û pisîgên kolanan. [2746 uzun_bira] Ji vê gera sibê pê ve, ew her li odê mane. [2747 uzun_bira] Di nav cîhan de, tazî, peregende, bi kel û coş. [2748 uzun_bira] Bêyî gotinên zêde. [2749 uzun_bira] Celadet, kêlîkekê, li Cananê dinihêre. [2750 uzun_bira] Paşê ew xwe dirêjî ser masa biçûk a kêleka textê razanê dike, şûşa şaraba spî ya taybetî ya Pera Palasê werdigire û jê çend dilopan bera piyana xwe dide û wê vedixwe. [2751 uzun_bira] Tahmeke tirşokî a xweş û hênik devê wî tijî dike. [2752 uzun_bira] Tahm di dev de, ew serê xwe datîne ser bahlîfê û bîskekê çavgirtî dimîne. [2753 uzun_bira] Dinya niha çiqas sakîn û aram e! [2754 uzun_bira] Ew çiqas xweş e! [2755 uzun_bira] Mîna ko ew rojên şer berî niha bi sedan sal bûn. [2756 uzun_bira] Ew niha ewçend dûr, ewçend li pey mij û dûmanê, li pey perda xewn û xeyalan mane... Dinya çi ecêb e! [2757 uzun_bira] Tahma tirşokî ya vê şarabê û ya xwînê çiqas ji hev cihê ne. [2758 uzun_bira] Bîhna xwîdana vê odê û ya kozikên şer çiqas ji hev dûr in! [2759 uzun_bira] Lê meriv van hemû tiştên ji hev pir cihê, li gora şert û mercan, qebûl dike û dijî. [2760 uzun_bira] Bi qasî dinê, însan jî ecêb e. [2761 uzun_bira] Celadet dîsan xwe dirêjî masê dike û îcar ji serê cixareyekê ko bi pelekî taybetî ya fransizî »la paix« pêçayî ye, digire û wê bi heste vêdixe. [2762 uzun_bira] Celadet bi destê xwe yê çepê bahlîfa xwe dikişîne ber dîwêr, pişta xwe didiyê û hem cixara xwe dikişîne hem jî li Cananê û tîrêjên rengdayî yên li pey pencerê dinihêre. [2763 uzun_bira] Pelên cixarê yên la paix, yanê yên aştiyê li van rojên piştî şer û qiyametê tên. [2764 uzun_bira] Digel ko hêlekana nediyariyê hê jî dere û tê, dinya westiyayî îro aş bûye. [2765 uzun_bira] Dengê top û tifingan hatiye birîn, ordî vekişiyane kozikên xwe, dûmana barûdê bi esmanan nakeve, xwîn mîna lehiyê naherike, îro ji şînên ko hê jî dewam dikin pê ve, dengê nalîn û qîrînan hatiye birîn, ruhistîn ketiye xeweke sivik. [2766 uzun_bira] Herkes sakîn, birîndar, westiyayî û aram, li xwe vegeriyaye û birînên dil, beden û ruhê xwe dicebirîne. [2767 uzun_bira] Celadetê ko bi pelê cixarê yê la paix cixara pêçayî dikişîne, li Stembolê, mal û malbata xwe, yar û dostên xwe, li evîn û evîndarên xwe vegeriyaye. [2768 uzun_bira] Gava ew hê di nav seqem û berfên sar û refên germ ên şer de bû, hê hingê, wî xeyala Stembol, Pera Palasa navdar, roj û şevên germ û nerm ên Pera Palasê kiribûn. [2769 uzun_bira] Hê hingê wî soz dabû xwe, eger ew sax û silamet ji şer, sar, serma û pûka Qafqasê xelas bûya, wî dê, çend roj li ser hev, bêyî ko derkeve, tevî evîndara xwe, li Pera Palasê derbas bikira. [2770 uzun_bira] Mirinê, şert û mercên kambax ên şer soz û qewlên weha xweş pê dabûn dayin. [2771 uzun_bira] Wî niha, bi coş û daxwaz, qewlê xwe bi cîh danî. [2772 uzun_bira] Digel ko Pera Palas niha hertim tijî bû û bi taybetî serokên hêzên dagîrker ên Stembolê li wir bi cîh bûbûn, wî odeyeke xweşik ko ber bi aliyê zeryayê bû, ji bo sê roj û şevan, veqetandibû, Canan jî wergirtibû û hatibû. [2773 uzun_bira] Herê, Pera Palas... ev avahiya spehî ko berî min bi salekê hatibû dinê û ji bo rêwiyên ewrûpayî ko bi Orient-Expresê dihatin Stembolê amade bûbû, navenda Rojava û Rojhelatê bû. [2774 uzun_bira] Hemû »kor-diplomatique« welatên Ewrûpayê li wir bûn. [2775 uzun_bira] Paşa, kumandar, wezîr û sadrazamên welatê Osmanî li wir bûn. [2776 uzun_bira] Karên dewletan û çerxa felekê li wir digeriya. [2777 uzun_bira] Qedera gel û miletan li wir dihate pê. [2778 uzun_bira] Xwarin û vexwarinên herî xweş li wir bûn. [2779 uzun_bira] Meyên »Medoc Superior, Hochheimer, Chianti« û şampanyayên »Cordon Vert, Veuve Clicquot« li wir bûn. [2780 uzun_bira] Musîka Osmanî ya yekta û balo, dans û valsên bêhempa yên ewrûpî li wir bûn. [2781 uzun_bira] Asansora yekemîn a bi elektrîk li wir bû. [2782 uzun_bira] Bergeha xweştirîn a Boðazîçiyê, bi gotina ewrûpayiyan Bosporê, li wir bû... [2783 uzun_bira] Hevrê û rêberê min ê evîn û evîndariyê Ovidius li derekî jî weha gotibû; »Meriv gurên hev in...« Di wan rojên tarî yên nêçîra Ruhistîn de, ez gelek caran li vê gotinê fikirîm. [2784 uzun_bira] Meriv, bi rastî, gurên hev bûn, mîna guran diketin gewriya hev û cîh li hev dikirin gola xwînê. [2785 uzun_bira] Hê hingî, ez li Pera´yê, cîhê gurên mezin difikirîm. [2786 uzun_bira] Hem ji bo qesta felekê hem ji bo fahmkirina çerxa dinê û şerê guran. [2787 uzun_bira] Lê, wê roja ko tu niha bi kurtî behs dikî, ez li gotineke din a Ovidius difikirîm; »Evîn bi jîna şervanekî dişibe, ew ne karê tirsokan e.« Jîn bi xwe, ger di şer de, ger di aştî de, şer bû, jê re şervanî diviya. [2788 uzun_bira] Bi tirsokî û dudilî jîn nedibû jîn... [2789 uzun_bira] Canan, tazî, li kêleka pencerê sekiniye û li dever dinihêre. [2790 uzun_bira] Celadet jî li wê. [2791 uzun_bira] Ew wê ji kêlekê dibîne. [2792 uzun_bira] Canan hinekî din xwe xwar dike. [2793 uzun_bira] Şeq û hêtên wê yên spî û zirav hinekî din vedibin. [2794 uzun_bira] Canan mîna sitûneke romî lihevhatî, mîna Afrodîteke jîndar spehî ye. [2795 uzun_bira] Tîrêj zerahiyeke vekirî didin bedena wê ya ciwan. [2796 uzun_bira] Pûrtên bedenê rengîn dixuyin. [2797 uzun_bira] Porê wê ji mil û stû ber bi jêr dibe. [2798 uzun_bira] Memik, bi gotina stranên kurdî, mîna purtaqalê, tijî û rakêşiyane. [2799 uzun_bira] Navpişt, xêzeke xwar dikişîne û heta ber gurmikê tê. [2800 uzun_bira] Gurmik, mîna kevaneke vekişiyayî, mîna îspata gotinên Ovidius, bi hemû bedewiya xwe, li hêviya dest û tiliyan e. [2801 uzun_bira] Gurmik, mîna navenda cîhanê, li wir, li ber pencerê ye. [2802 uzun_bira] Ewçend ji Celadet dûr, ewçend li Celadet nêzîk!.. [2803 uzun_bira] Piştî ko Celadet cixara xwe di xwelîdanka li ser masê de vedimirîne, ew radibe û dere nik Cananê. [2804 uzun_bira] Ew wê, bêdeng, ji paş ve, hembêz dike. [2805 uzun_bira] Boðazîçî, yanê zerya, bi rengê xwe yê keskeşîn li ber wan e. [2806 uzun_bira] Li milê din ê Boðazîçî´yê, li aliyê Anatoliyê, warên Celadet û Cananê dixuyin. [2807 uzun_bira] Ji kêlekê ve jî, saraya kevnare ya sultanên Osmanî Topkapi, li ser gir û di nav hêşînahiyeke boş de, dixuye. [2808 uzun_bira] Li ser avê, keştiyeke dirêj û mezin, hêdî hêdî, ber bi aliyê jor, Zerya Reş, dere. [2809 uzun_bira] Tîrêj li ser avê diçirûskin. [2810 uzun_bira] Dinya di nav rengên vekirî de, çikvekirî ye. [2811 uzun_bira] Stembol, bi hemû xweşî û bedewiya xwe, li ber lingên wan e. [2812 uzun_bira] Stembol, bajarê xwediyê ewr û esmanên şîn û av û behrên şîn; bajarê xwediyê mizgeft, dêr û sînagogên bedew û rengîn ên herî xweş; xwediyê ziman, ol û çandên dewlemend û cihê; xwediyê keleh, birc û sûrên bilind, dirêj û bêdawîn; xwediyê qesr û qonax, saray û koşkên medeniyetên cihê; xwediyê kuçe û kolanên teng, minarên bilind, sûk û bazarên gemarî, xan û hemamên tarî; xwediyê çayxane û meyxanên germ, esrar û heşîşxanên dûmantijî; xwediyê mal û kerxanên kufikî, medrese û kitabxanên zîvhêlî û neqişandî; xwediyê tava germ, tîrêjên sor, heyva ron û stêrikên çirûsî... Celadet li Stembolê dinihêre. [2813 uzun_bira] – Canan, mon cherie, li Stembolê binihêre, Celadet dibêje, bêyî ko xwe bilivîne û destên xwe jê bikişîne. [2814 uzun_bira] Li îspata jînê binihêre. [2815 uzun_bira] Di nav sînga şer de, ez her li vî bajarê ko gelekî bi min û qedera min dişibe, ko huwiyeta wî jî bi huwiyeta min dimîne, difikirîm. [2816 uzun_bira] Ez welê bawer bûm ko min ew dinasî, min her alî, tişt û milê wî keşf kiribûn. [2817 uzun_bira] Lê ez dibînim ko ez hê jî wî nas nakim, min hê jî ew baş keşf nekiriye. [2818 uzun_bira] Min, piştî şer, hîn çêtir fahm kir ko ez nikarim bêyî Stembolê bijîm. [2819 uzun_bira] Ev ne mumkin e. [2820 uzun_bira] Stembol bajarê min e, qedera min e, ez im... [2821 uzun_bira] – Dewleta Osmanî nikare bêyî Stembolê bijî, Mewlanzade Rifat Beg dibêje. [2822 uzun_bira] Ev ne mumkin e, Stembol bajarê me osmaniyan e, ew em in... Lê, binihêrin ka ew îro ketiye çi halî... [2823 uzun_bira] Mewlanzade Rifat Beg, rojnamevanê lîberal ê navdar ê hemû welatê Osmanî, dostê Bedirxaniyan, muxalifê desthilatî û zordestiya rejîma Ittîhatçiyan, li Caðaloðluyê, li buroya rojnameya xwe »Serbestî«, tevî çend dostên xwe, rûniştiye û ji wan re, bi dengekî ecizbûyî, bi tirkî, behsa rewşa dawîn a Stembolê dike. [2824 uzun_bira] Celadet jî li wir, li wan guhdarî dike. [2825 uzun_bira] Oda ko ew tê de rûniştine, biçûk e. [2826 uzun_bira] Mewlanzade Rifat Beg li pey maseyeke dirêj a kevn, di destan de pênûsek, Celadet û yên din li pêş masê, li ser kursiyên çermîn rûniştine. [2827 uzun_bira] Serê masê tijî kaxiz, kitab, rojname û kovar in. [2828 uzun_bira] Ode tijî dixan e. [2829 uzun_bira] Herkes cixare dikişîne. [2830 uzun_bira] Esebiyeteke eşkere dixuye. [2831 uzun_bira] – Belê, mutareka Mondrosê çêbû, lê ev halê îro, ne tu hal e. [2832 uzun_bira] Diyên ko lawên xwe, jinên ko mêrên xwe li eniyên şer şehîd dane, îro, ji bo nanekî sed dîrhemî ko jixwe nayê xwarin, bi saetan, di serma û pûkê de, li dorê disekinin. [2833 uzun_bira] Hê jî, hebûn û zexîrên xelkê, bi navê »teklîf-î harb« ji destê wan, bi darê zorê tên standin. [2834 uzun_bira] Hê jî xelkê reben û bêçare di bin nîrê cendirme û polîsan de dinale. [2835 uzun_bira] Hebûn, zexîre û tiştên ko ji xelkê tên standin, di nav zabitan de winda dibe. [2836 uzun_bira] Ew mîna malên bavê xwe wan dixwin... Herçî dewlet e, îflas kiriye. [2837 uzun_bira] Pereyên ko di dema Sultan Evdilhemîd de derketibûn, îro xelas bûne. [2838 uzun_bira] Di dema şer de sedûpêncî milyon lîrayên kaxiz derkete piyasê, lê bêyî buhayê wan ê zêr... Ez çi bibêjim, pere nîn e, îdare nîn e, hukim nîn e, gerandina karê dewlet û welêt nîn e, yekitî û yekbûn nîn e, azadî û serbestî nîn e, demokrasî û însaniyet nîn e û Stembol jî, dilê welêt, mêjiyê dewletê, ji dest çûye. [2839 uzun_bira] Hêzên çekdar ên dewletên serketî, bi quwetên xwe Stembol îşxal kirine... [2840 uzun_bira] Çaxa ew dipeyive, rîha wî ya dirêj û simbêlên wî yên badayî, ber bi jor û jêr, dilivin. [2841 uzun_bira] Ew berçavikên xwe yên zirav ji çavên xwe derdixe, wan datîne ser masê, yek bi yek li dostên xwe dinihêre û paşê çavên xwe li ser Celadet radiwestîne. [2842 uzun_bira] – Celadet Bey, îro, rojnamevanê me yê herî baş, herî xurt e, ew dibêje. [2843 uzun_bira] Wî do bendek nivisî û anî, lê guhdarî bikin ka ew di derekî bendê de çi dibêje. [2844 uzun_bira] Ew dîsan berçavikên xwe dibe çavên xwe, ji nav tomara kaxizan çend rûpelan werdigire, rûpel bi rûpel li wan dinihêre, li derekî radiweste û dest bi xwendinê dike; »Kendileri kürklere büründüler, milletin derisini soydular. [2845 uzun_bira] Kasalarýna altýn doldurdular, bizim ceplerimize kaðýt týktýlar...« Bi vî terhî, ew demeke dirêj beşina ji benda Celadet ji wan re dixwîne. [2846 uzun_bira] Ew rêzên pêşîn ko Mewlanzade Rifat Beg, bi tirkiya xwe ya gelekî xweş, xwendibûn, ne rêzên min bi xwe bûn. [2847 uzun_bira] Min ew ji nivîskarekî tirk wergirtibûn. [2848 uzun_bira] Wî nivîskarî li dijî curumkarên şer Ittîhatçiyan bendeke gelekî xweş nivîsîbû û min jî çend rêz ji benda wî wergirtibûn... Mewlanzade Rifat Beg, her mîna ko te got, rojnamevan û siyasetvanekî hêja û navdar bû. [2849 uzun_bira] Merivekî lîberal, bi serbestî û azadiyê, heq û hiqûqê bawer bû. [2850 uzun_bira] Ew gelekî dostê malbata me û bavê min bû. [2851 uzun_bira] Piştî derketina me, li welatên xerîbiyê jî, em bi hev re bûn. [2852 uzun_bira] Me bi hev re kar û şixul gerandin, bi hev re derd û keserên welatê xerîbiyê kişandin. [2853 uzun_bira] Û gava wî di destpêka salên 1930-an de, li Helebê wefat kir, bila yeqîna te ji Xwedê hebe, ew di nav bêkesî, neçarî, belengazî û rebeniyeke ewçend zîz de wefat kir ko ez bi salan pê êşiyam, dilê min pê şewitî. [2854 uzun_bira] Ew alîm û ronakbîrê ewçend hêja û navdar di bin perda reş a bêkesî, nenasî û tenêtiyê de serê xwe danî axa rehmetê. [2855 uzun_bira] Haya kesî jê nebû, şîneke layiqî wî çênebû, civateke hêjayî wî nehate gerandin, mîna gelek zane û ronakbîrên me, ew ji bîr bû û çû. [2856 uzun_bira] Mêr dimirin, li pey wan nav diman, lê li pey Mewlanzade Rifat Beg ne nav, ne şan, ne şop, tu tişt nema... [2857 uzun_bira] Ez vegeriyabûm Stembola tev li hev. [2858 uzun_bira] Rojên şer li pey mabû, lê şerekî nû dest pê kiribû. [2859 uzun_bira] Min kar, şixul, mal, dezgeh, pêwendî, hedef û armanc diviyan. [2860 uzun_bira] Min ê çi bikira, berê xwe bida ku? [2861 uzun_bira] Kurdan gotibû; teyr baş e, bi refê xwe re. [2862 uzun_bira] Ez ê bibûma hevalê kîjan rêz û refan? [2863 uzun_bira] Min xwendin û nivîsîn, îlim û îrfan, rojname û kovar hilbijartin. [2864 uzun_bira] Min da ser vê riyê. [2865 uzun_bira] Ez nikarîbûm bibûma paşa, zabît, tucar, dûkandar, karmend, hembal, berdevk, peyayê malê û xemxwurê karên rojane. [2866 uzun_bira] Ev kar û tişt li min nedihatin. [2867 uzun_bira] Ne bala min li ser wan bû û ne jî wan heyecanek dida jîna min... Lê nivîskarî, rojnamevanî, kar û dozên mezin, hedef û armancên bilind û pîroz heyecaneke bêpayan didan min. [2868 uzun_bira] Ez, yan jî ez bira, mam û merivanên xwe jî bihesibînim û bibêjim em, bi bîr û dîtinên Roussaou, Dîderot, Voltaire û feylesof û nivîskarên din ên şoreşên Fransayê, bi şiîrên Ehmedê Xanî û Omer Xeyam û bi ders, tecrube û serpêhatiyên Mîr Bedirxan perwerde bûbûn. [2869 uzun_bira] Ma me qîma xwe bi karên rojane dianî? [2870 uzun_bira] Min refê xwe hilbijart... Hingî du mecmua hebûn ko li ber dilê me hemûyan pir ezîz bûn; Içtîhad a Abdullah Cewdet Beg û Serbestî ya Mewlanzade Rifat Beg. [2871 uzun_bira] Gava min daxwaza xwe ya xebatê, li cîhê Serbestî, ji Mewlanzade Rifat Beg re got, wî berçavikên xwe derxistin, ez hembêz kirim, »mükemmel, mükemmel« got û ez li aliyê din ê buroyê, li ber maseyeke biçûk dam rûniştin. [2872 uzun_bira] Bi vî awayî, min dest bi xebata rojnamevaniyê kir. [2873 uzun_bira] Serbestî, ji bo min, bû xwendegeheke bêpayan. [2874 uzun_bira] Ew odeyên teng, tarî, sar û kevn ên Caðaloðluyê bûn kahniya ronahî û zanînê, bûn warê bikaranîna ziman û hînbûna nivîsînê. [2875 uzun_bira] Ez qayide û prensîbên rojnamevanî û rojnamegeriyê, hîmên ehlaqê wan, şêwe û awayê xebatê, çeşn û ûslibên cihê yên nivîsînê, li wir hîn bûm. [2876 uzun_bira] Li wir, ez bêtir ketim nav fikir û baweriyên azad û serbest, min ferq xistin navbera xwe û her celeb fikrên zordest... Rojnamevanî, herwekî nivîskariyê, huner û hunermendî ye. [2877 uzun_bira] Meriv divê bi hunera wê bizanibe. [2878 uzun_bira] Meriv divê bi zimanê gotinên bêziman bizanibe, zimanekî jîndar bide wan, wan bi xwîn û goşt, reh û hestî bikemilîne, bala xwendevan bikişîne, wî zimanê lêkirî bi xwendevanan bigihîne, bikaribe kêm û kurt binivîse, di navbera yên girîng û yên negirîng de, yên girîng û pêwist hilbijêre, kalîte û hêjahiyê bîne pê, êrîşker nebe, xwe ji neheqiyan bide alî, nebe sebebê şer, bîhntengî û xirabiyan, rojnamê ne ji bo hesûdî, zikreşî, paşgotinî, xirabî, xirecir, xirakirin û îspata cehaletê, lê ji bervajiyê, ji bo perwerdekirin, pêşxistin û çêyiya meriv, gel, netewe û welat, bilindkirina qada agahî û zanînê, pêkanîna awayekî baş ê biratî, samîmiyet û afirînê biweşîne. [2879 uzun_bira] Dergaha Serbestî-yê ev qayide û yên mîna van ên rojnamevaniyê hînî min kirin. [2880 uzun_bira] Di wan rojên nanezik, nexweş ên yan pir sar, yan pir germ de, ruh û mêjiyê min bi tecrubên nû dewlemend bûn. [2881 uzun_bira] Serbestî rê li min vekir ko ez bikaribim rojname û kovarên ko min paşê, li welatên dûr û xerîb derxistin, biweşînim. [2882 uzun_bira] Eger ew tecrubên rojên Stembolê nebûna, ne Hawar û kitabên wê ne jî Ronahî derdiketin. [2883 uzun_bira] Ez ne bawer im ko ew ê bikaribûna derketina... [2884 uzun_bira] Piştî ko Mewlanzade Rifat Beg xwendina xwe temam dike, ew dîsan berçavikên xwe derdixe û ji dostên xwe dipirse, [2885 uzun_bira] – Azizim, aynen böyle deðil mi? [2886 uzun_bira] Celadet Beyin hal ve ahwal ile ilgili söyledikleri doðru deðil mi? [2887 uzun_bira] – Azizim, aynen böyle degil mi? [2888 uzun_bira] Emin Alî Beyin hal ve ahwal ile ilgili söyledikleri dogru degil mi? [2889 uzun_bira] Kurdên bijarte yên Stembolê li cîhê Kürt Teali Cemiyetî, li salona fireh a Behçet Paşa Konaðý rûniştine û li gotara Emîn Alî Begê Bedirxanî guhdarî dikin. [2890 uzun_bira] Gotar li ser hal û hewalê welatê osmanî û rewşa kurdan e. [2891 uzun_bira] Salon tijî ye. [2892 uzun_bira] Zane, rêber, serek, paşa, zabit, dîplomat, alîm, nivîskar, rojnamevan, mîr, serekeşîr, axa, şêx û gelek kesên din ên ji cîh, war û meslegên cihê yên kurd li wir civiyane. [2893 uzun_bira] Kurdan li Stembolê rêxistineke nû ya siyasî ava kirine; Kürt Teâli Cemiyeti. [2894 uzun_bira] Hemû kurd tê de ne û heye ko cara yekemîn kurdan, li wir, xwe dane hev. [2895 uzun_bira] Serekê Cemiyetê Seyid Evdilqadir e, kurê serekê mezin ê kurdan Ubeydullah Nehrî ko rêberiya serîhildaneke mezin a kurdan kiribû. [2896 uzun_bira] Serekê duwemîn ê cemiyetê bavê Celadet, Emîn Alî Beg e, kurê serekê mezin ê kurdan Mîr Bedirxan ko rêberiya serhildana mezin a kurdan a 1846-an kiribû. [2897 uzun_bira] Heyeta wan a îdarî jî, ji navên mezin û qedirgir ên kurdan hatiye pê. [2898 uzun_bira] Kurd li Stembolê gihîştine hev da ko bi doz û dawa kurd û welatê kurdan rabin, da ko di van rojên nezelal ên avakirina dûzana nû de, ji bo kurdan jî, çare û rê bibînin. [2899 uzun_bira] Ew bi coş û heyecan ketine nav xebatê, civîn û civatan li dar dixînin, kaxiz û belavokan dinivîsin, heyet û merivan dişînin welêt û nik serekên dewletên biserketî yên li Stembolê, liq û komeleyên xwe li welêt ava dikin, rojname û kovar diweşînin... Têkçûna dewleta Osmanî, li milekî, ew xemgîr kirine, li milekî jî, hêviyên nû dane wan da ko ew bikaribin ji bo welatê xwe hin heq û hiqûqan bi dest xînin. [2900 uzun_bira] Cemiyetê, avabûn û xebatên wê, çirûskeke nû ya ronahiyê vêxistiye. [2901 uzun_bira] Aziz dostlar, Emîn Alî Beg dibêje û ji cîhê ko maye, xeberdana xwe, bi tirkî, didomîne. [2902 uzun_bira] Gotinên ko em dibêjin, dikarin rast bin. [2903 uzun_bira] Ev ne girîng [2904 uzun_bira] Ya girîng ew e ko em ê, li gora van gotinên rast, çi bikin... Em divê li ser vê yekê li hev bikin. [2905 uzun_bira] Hê jî dewletek, hikumeteke Osmanî heye. [2906 uzun_bira] Lê belê, hemû hikum û desthilatî di destê çar dewletan de ne; Amerîka, Ingilîstan, Franse û Îtalî. [2907 uzun_bira] Eger me dil heye, em, li gora gotinên xwe, bi ser kevin, hingî, bi baweriya min, em divê pêwendiyeke gelekî xurt bi van dewletan re bînin pê. [2908 uzun_bira] Yek ev. [2909 uzun_bira] Ya duwemîn jî, ev dewlet kar û şixulên xwe, li gora prensîbên President Wilson, bi rê dixin. [2910 uzun_bira] Ev prensîb li hal û hewalê me, li rewşa welatê me tên. [2911 uzun_bira] Em jî divê, kar û şixulên xwe, li gora van prensîbên pir esasî û pir girîng, bi rê xînin... [2912 uzun_bira] Welê dixuye ko ev halê mirov û mirovahiyê ye; gava tiştekî li ber çavê mirovan dibe û diqewime, mirov baş bala xwe nadiyê, wî baş nabîne. [2913 uzun_bira] Paşê, piştî bûyerê, mirov wî çêtir dibîne, paşê qîmet û giringiya wê fahm dike. [2914 uzun_bira] Lê hingî jî, mirov nikare, wî tiştî, digel her kitekitê, ji nû ve, eynî mîna berê, bibêje yan jî binivîse. [2915 uzun_bira] Herwekî xewnan... her çawan ko mirov nikare xewnan, eynî mîna wan bi xwe, ji nû ve, bîne zimên, bûyerên bihurî jî, ji nû ve, mîna xwe venagerin. [2916 uzun_bira] Mirov lê zêde dike, li gora rewşa xwe ya roja vegotin û salixdanê, bi alîkariya bîr û xeyalan, wî li hev tîne û »çêdike.«Herwekî ko tu niha wan li hev tînî û çêdikî. [2917 uzun_bira] Ew roj û ew civîn niha baş tê bîra min. [2918 uzun_bira] Lê gotinên bavê min baş nayên bîra min. [2919 uzun_bira] Hingî bala min, ji gotara bavê min zêdetir li ser awirê guhdaran bû. [2920 uzun_bira] Min bêtir li tesîra gotara bavê xwe dinihêrî. [2921 uzun_bira] Herkes li wir bû; Seyid Evdilqadir, Abdillah Cewdet, mamên min, birayê min Kamuran, Fuad û Hemdî Paşa, Şukrî Babanzade û gelek kesên din ên bijarte yên civata kurdî. [2922 uzun_bira] Di nav guhdaran de, gelek hevalên min ên pêşerojê, hevriyên min ên qederê jî hebûn; Dr. [2923 uzun_bira] Şukrî Mihemed, Memduh Selîm, Hemzeyê Mukisî, Mewlanzade Rifat... Hemû li wir rûniştibûn, bêyî ko haya wan ji bûyerên kambax ên rojên bê, mirin, sêdar û sirgûnê hebe... [2924 uzun_bira] Gotina te ye, di wan rojan de, »qayide û prensîbên Wîlson« ji devê kurdan nediketin. [2925 uzun_bira] Bi dû şer re, serekê Dewletên Yekgirtî yê Amerîkayê Thomas Woodrow Wîlson, ji bo çareserkirina mesele û gelşên piştî şer prensîbine gelekî hêja û demokrat îlan kirin. [2926 uzun_bira] Li gora wan prensîban, kurd jî dikarîbûn bibin xwedan der û dewlet. [2927 uzun_bira] Ew prensîb, bi gotina bavê min, gelekî li rewşa kurdan dihatin. [2928 uzun_bira] Loma jî kurd, bi hemû hebûna xwe, li wan xwedî derdiketin û behsa wan dikirin. [2929 uzun_bira] Hingî rêber û pêşewayên cemiyetê kovarek jî, bi navê »Jîn« diweşandin. [2930 uzun_bira] Dostên min Memduh Selîm Beg û Hemze Begê Mukisî gerînendeyên kovarê bûn. [2931 uzun_bira] Mixabin, min wext nebû tê de binivîsa, lê birayê min ê biçûk Kamo ko êdî jê re digotin Kamuran Beg, tê de, bi pênûsa xwe ya pir delal, dinivisî. [2932 uzun_bira] Hem Kamo hem jî biraderên din, di Jînê de, gelek bendên hêja û balkêş li ser Prensîbên Wîlson nivisîn. [2933 uzun_bira] Benda Kamo niha ji wan rojan çêtir tê bîra min. [2934 uzun_bira] Hingî bala min baş ne lê bû, lê niha kitekit jî tên bîra min. [2935 uzun_bira] Rojekê, danê êvarê, li malê, li bexçê, ez li kêleka bîrê rûniştibûm, Şehrîbana nazik û hertim alîgir ko min, mixabin, êdî mîna berê nikarîbû hertim bidîta, çayeke bi dem çêkiribû û jê qedehek dabû min û min kitabek li ser wezîr-i azamên Osmanî ko bi destê sultanên Osmanî hatibûn kuştin, dixwend. [2936 uzun_bira] Nivîskarê wê niha nayê bîra min, lê kitabê li ser mêjiyê kargerandina Dewleta Osmanî gelek tiştên balkêş digotin. [2937 uzun_bira] Sorahiya çayê, rengê tava danê êvarê û xwîna ko ji nav rûpelan diherikî, li hev dihatin. [2938 uzun_bira] Lê benda Kamo, yanê Kamuran Beg, ew aheng xira kir. [2939 uzun_bira] Hingî ew bi heyecan ji hundir hat û kaxizên destê xwe rêberî min kirin. [2940 uzun_bira] »Müthîş bîr makale yazdim«, wî got. [2941 uzun_bira] Min bi ken lê nihêrî. [2942 uzun_bira] Wî nû simbêl berdabûn. [2943 uzun_bira] Simbêlên wî yê zirav lê hatibûn. [2944 uzun_bira] »Simbêl li te hatiye«, min jê re, bi ken, got. [2945 uzun_bira] »Li vê bendê binihêre, lê binihêre...« wî bi israr got. [2946 uzun_bira] Min kitaba destê xwe danî ser masê û bi lez, li benda Kamo nihêrî. [2947 uzun_bira] Navê benda wî »Kürdistan Için«« bû. [2948 uzun_bira] Wî di nivîsara xwe de qala serbestî û azadiya kurdan dikir û li derekê jî, mîna niha tê bîra min, wî behsa hêjahiya 14 qayideyên Wîlson dikir. [2949 uzun_bira] Wî bendek ji bejn û umrê xwe mezintir nivîsîbû. [2950 uzun_bira] Bend bi zimanekî xweş, li ser mijarekî balkêş û bi zanîneke kûr hatibû nivîsîn. [2951 uzun_bira] Lê ji bo ko ez wî hêrs bikim, min jê re got; »Tu vê bendê bigire û bavê nav vê bîrê... ew ne tiştekî ye...« Lê Kamo dûrbîn bû, wî benda xwe navêt bîrê, bêdeng, ew wergirt û çû. [2952 uzun_bira] Benda wî di Jînê de weşiya. [2953 uzun_bira] Bavê min rast digot, huner ne gotina tiştên rast e. [2954 uzun_bira] Huner ew e ko mirov bikaribe tiştên rast çêke jî. [2955 uzun_bira] Prensîbên Wîlson ko ji devê kurdan nediketin, rast bûn, hêvî û hedef bûn. [2956 uzun_bira] Lê kurdan nikarîbûn ew bi cîh bianiyana, ew ketin hev û li pey xelkên din man... [2957 uzun_bira] Emîn Alî Beg bi destê xwe yê rastê riya xwe mist dide, li guhdaran dinihêre. [2958 uzun_bira] Tiştên ko ew bibêje, hê jî, pir in. [2959 uzun_bira] Lê ew dil dike, hevalên wî jî bipeyivin û ew bi hev re li çareyan bigerin. [2960 uzun_bira] – Aziz Dostlar, ew dibêje, eger we îzin hebe, ez ê rûnim. [2961 uzun_bira] Ez westiyam. [2962 uzun_bira] Û ez dixwazim, hûn jî bîr û reyên xwe bibêjin. [2963 uzun_bira] Bêyî ko ew li hêviya bersiva wan bisekine, ew bi hêdîka li ser kursiye kêleka masê rûdine. [2964 uzun_bira] Bedena wî ya giran û fireh kursî dadigire. [2965 uzun_bira] Ew ji berîka xwe ya hundir a çakêt destmalekê derdixe û pê eniya xwe pak dike. [2966 uzun_bira] Emîn Alî Beg destmalekê ji bêrîka xwe ya hundir a çakêt derdixe û pê eniya xwe pak dike. [2967 uzun_bira] Ew westiyaye. [2968 uzun_bira] Di nav van çend salên dawîn ên dijwar û kesertijî de, ew ketiye û kal bûye. [2969 uzun_bira] Tevî ko ew hê jî baş li xwe dinihêre, dixwe, vedixwe û li xwe dike, ew gelekî qelew bûye, bedena wî gelekî giran bûye. [2970 uzun_bira] – Welê dixuye, kalîtî êdî zora min dibe, ew, bi ken, ji civatê re dibêje. [2971 uzun_bira] Em çawan bikin, halê dinyayê ye... Lê tirsa min ew tirs e ko ez nikaribim herim welatê bav û kalan û ez serbestî û azadiya axa bav û kalan nebînim... çavvekirî, bi vê hesreta kambax, herim diyarê rehmetê... [2972 uzun_bira] Civat li ber van gotinan dikeve, ji kesî deng dernakeve. [2973 uzun_bira] Ew, bêdeng, li hev dinihêrin. [2974 uzun_bira] Haya wan ji zehmetî û aloziyên li ber kurdan heye. [2975 uzun_bira] Kurd ne dewlet in, nebûne dewlet û tu dewlet jî, bi dil û can, xwe nade ber doza kurdan. [2976 uzun_bira] Yekîtiya wan nîn e, şiûra yekîtî û yekbûnê dûrî wan e. [2977 uzun_bira] Welatê wan ê westiyayî, ji ber pêlên şer, li ber lingan çûye, bûye kavil û ji hev ketiye. [2978 uzun_bira] Lê tevî van, kesên vê civatê û rêberên din ê kurdan, her, dixebitin, dilebitin û dilezînin da ko tiştekî bi dest xin, şertên jiyaneke aza û hêja bînin pê. [2979 uzun_bira] Jiyaneke aza û hêja... lê çawan, çawan?.. [2980 uzun_bira] Civat, mîna her carê, li mala Emîn Alî Beg geriyaye. [2981 uzun_bira] Bedirxanî li salona malê civiyane. [2982 uzun_bira] Emîn Beg, birayên wî Evdilrehman, Mihemed Elî, Mirad, Xelîl, xwişkên wî Nazlî, Adeviye, Edîbe, Belkis, herdu lawên wî Celadet û Kamuran hatine civînê. [2983 uzun_bira] Bedirxanî, jin û mêrên wan ên temsîlkar, heftê carekê li mala Emîn Beg, ji bo kar û şixulên malbatê, dicivin. [2984 uzun_bira] Malbata ko xwe mîrên kurdan û rêberên welatê kurdan dihesibîne, pir fireh û mezin bûye, hejmar gihîştiye hezaran. [2985 uzun_bira] Niha ew ne bi tenê li aliyê Kadiköyê, lê li herdu milên Stembolê belav bûne. [2986 uzun_bira] Barên malbatê pirtir, karên welêt girantir, nîrê bindestiyê dijwartir, daxwaza azadiyê kûrtir bûye. [2987 uzun_bira] Kurd xwe li navê Xwedê, li navê wan digirin û tên nik wan. [2988 uzun_bira] Ew jî xwe li prensîbên Wîlson digirin û geh derin nik niwênerên dewletên serketî geh nik karbidestên dewleta Osmanî ya bêquwet. [2989 uzun_bira] Endamên malbatê, nemaze endamên vê civatê her li civînan in. [2990 uzun_bira] Rojên wan bi civîn, hevûdudîtin, çûyin, hatin, nivîsîn û peyivînê derbas dibin. [2991 uzun_bira] Emîn Beg, çavên wî li ser civatê, tiliyên herdu destên xwe derbasî hev dike û destên xwe datîne ser zikê xwe û dibêje, [2992 uzun_bira] – Eger em kurd di vê geremolê de nikaribin xwe bi derekî bigihînin, hema ji niha ve, ez ji we re bibêjim, sibê dê dereng be, pir dereng be. [2993 uzun_bira] Navê wî niha nayê bîra min, lê nivîskarekî gotibû; armanc û hedefên mezin û bilind, her gav li pey perdeyekê ne. [2994 uzun_bira] Tu bîr bi wan dibî, tu wan xeyal dikî, tu dizanî ko ew hene. [2995 uzun_bira] Tu ji bo wan jî dixebitî, her tiştî dikî. [2996 uzun_bira] Lê belê, ew li pey perdê ne. [2997 uzun_bira] Te ew nedîtine, tu wan nabînî û tu nizanî ka tu dê wan bibînî. [2998 uzun_bira] Armanc û hedefên kurdan jî, hinekî, weha bûn. [2999 uzun_bira] Kesî ew nedinasîn, nedîtibûn, nejiyabûn. [3000 uzun_bira] Mîrê dawîn ê kurdan ko li ser axa xwe, hinekî, serbest jiyabû, bapîrê min Mîr Bedirxan bû. [3001 uzun_bira] Ew jî di salên 1830-40-an de bû. [3002 uzun_bira] Ji wan rojan û pê ve, kurd di bin perda bindestiyê de jiyabûn û armanc û hedefên wan li wî aliyê perdê mabûn. [3003 uzun_bira] Ew kesên ko piştî şer, em jî tê de, xwe bi armanc û hedefên pîroz girtibûn, hemû, zarokên bindestiyê, neviyên menfa û xerîbiyê bûn. [3004 uzun_bira] Em, ew kesên ko beşdarî wan civînan dibûn jî, zarokên xerîbiyê bûn. [3005 uzun_bira] Lê digel her tiştî, me dil dikir xwe bigihanda vî aliyê din ê perdê. [3006 uzun_bira] Ew civîn... ax ew civîn... min gelekî ji wan hez dikir. [3007 uzun_bira] Tu ji wan re dibêjî »civîn.« Me ew bi »içtima« bi nav dikirin. [3008 uzun_bira] Her hefte, her roja îniyê, içtima me hebû. [3009 uzun_bira] Bavê min serekê içtimayê em jî aza bûn. [3010 uzun_bira] Piraniya caran, min zabitên içtimayê dinivîsîn, carina jî Kamo, yan bavê min. [3011 uzun_bira] Roja îniyê, bi gotina hingî badê zewal, yanê piştî nîvro, em li mala me diciviyan. [3012 uzun_bira] Içtima saetek, du saetan dewam dikir û li dora saet pêncê danê êvarê diqediya. [3013 uzun_bira] Paşê jî xwarina êvarê û şîv bû. [3014 uzun_bira] Diya min, Şehrîban, xwînga min, metên min, eger hebûna jinên mêvanan, wê rojê li mitbaxê bûn. [3015 uzun_bira] Wê rojê bîhnên xweş ji mitbaxa me difûrîn, hemû Kiziltoprak bi bîhnên xweş ên xwarinên taybetî yên Botanê mest dibû. [3016 uzun_bira] Rojekê bîhna kutilkê sefayîh, mêlaka qelandî, merge û savarê, rojeke din jî bîhna kipe, serûpê, dîzik û birincê ji malê difûriya. [3017 uzun_bira] În roja bîhnvedanê bû, rojeke mubarek û xweş bû. [3018 uzun_bira] Bi xêra içtimayan, em jî diciviyan ser hev. [3019 uzun_bira] Rojek, du rojan berî içtimayê, Şehrîban, Mezo, Hîkmet, Safter bi hev re dadiketin bazarên Kadiköyê û haziriyên roja înê dikin. [3020 uzun_bira] Li malê hew zarok mabûn, em hemû mezin bûbûn û karên malê êdî bi destê Şehrîbana delal û xweha me ya dengxweş dihate gerandin. [3021 uzun_bira] Safter, Hîkmet û heta radeyekê jî Tewfîk alîkariya wan dikirin. [3022 uzun_bira] Diya min jî, mîna bavê min, êdî ketibû, pîr bûbû. [3023 uzun_bira] Kekê me Sureya li Misirê, Kahîrê, serekiya tevgera kurdî dikir. [3024 uzun_bira] Wî jî, ji wir, dixwest xwe bi wî aliyê din ê perdê bigihîne... [3025 uzun_bira] Gava dinya xweş bû, sifra mezin li bexçê, li kêleka bîrê, dihate raxistin, di rojên sar de, li mitbaxê. [3026 uzun_bira] Bi germahî û evîneke bêpayan em li ser sifrê rûdiniştin, piştî şîvê jî, heta derengê şevê, sohbetên germ, peregende, li salon, mitbax û kitabxanê geş dibûn. [3027 uzun_bira] Sohbetên min bêtir bi dotmama min Saadetê re bûn. [3028 uzun_bira] Saadeta çavxezal, gerdendirêj û gelekî bedew û têgihîştî ko heta niha ne te ne jî min qal kirê, di nav malbatê de hevala min a herî nêzîk bû. [3029 uzun_bira] Ew, bi umir, çend salan ji min mezintir bû û min jê re digot »abla.« Saadet Abla dosta min, hevriya sirên jîna min bû. [3030 uzun_bira] Gava me wext dibû, em, carina, bi hev re, derdiketin girên Çamlica û Üsküdarê, nav dar û dehlan, gerê... Di rojên içtimayan de, ew jî, her dihat malê û alîkariya me dikir. [3031 uzun_bira] Em zarok û neviyên Mîr Bedirxan, di wan rojan de, li hember hev nerm û kîbar, germ û ziravbihîstiyar bûn. [3032 uzun_bira] Mîna ko me bîr bi rojên bê yên xedar biribû û me fahm kiribû ko malbata me, yekîtiya me, dê belav be, em ê ji hev bikevin û her yek bi derekî de herin. [3033 uzun_bira] Ew rojên me, mîna germahiya berî ba û bahozê bûn... [3034 uzun_bira] Heke bi dilê we be, Kamuran, pênûs di destan de, dibêje, ez notayeke din li ser mafên me Bedirxanpaşazadeyan û kurdan ji sefîrên Amerîka, Fransa, Îtalya û Ingilîtanê re binivîsim? [3035 uzun_bira] Erê, çima na, ma çi zirara me tê de heye? [3036 uzun_bira] Evdirehman Beg dibêje. [3037 uzun_bira] Lê em nusxeyek ji notayê ji Sureya Beg, Misir Îstîklâl Komîtesî re jî bişînin. [3038 uzun_bira] Ew, bi dengdanê, pêşniyara Kamuran dipejirînin. [3039 uzun_bira] Kamuran vê biryarê jî, bi destnivîsa xwe ya xweş, di deftera ber xwe de dinivîse. [3040 uzun_bira] Ew hê biryarê dinivîse, ji der, ber derî, dengê diya wî tê; [3041 uzun_bira] – Me sifre li bexçê raxistiye, kerem bikin. [3042 uzun_bira] – Me sifre li ber kon raxistiye, kerem bikin. [3043 uzun_bira] Celadet, Kamuran, Ekrem Begê Cemîlpaşa, Ebdilrehîm Efendî, Yakup Paşa, Major Noel û çend kesên din radibin û ber bi kon derin. [3044 uzun_bira] Dinya hê ronî ye, bi tenê yek-du stêrk li aliyê rojhilat, bi nermahî, diçûrisin. [3045 uzun_bira] Komik, Yakup Paşa li pêşî, yên din li pey wî, hêdî hêdî, ber bi konê reş dere. [3046 uzun_bira] Celadet, Kamuran, Ekrem Begê Cemîlpaşa, Ebdilrehîm Efendî û Major Noel mêvanên Yakup Paşa ne. [3047 uzun_bira] Yakup Paşa ko umrê wî li dora 3035-an e û nû zewiciye, serekê eşîra Atmiyan e. [3048 uzun_bira] Sifreyeke dirêj, li ser mehfûrên kurdî yên koçeran, li ber konekî reş ê kurdî hatiye raxistin. [3049 uzun_bira] Sifre têra xwe dirêj e. [3050 uzun_bira] Bi qasî bîst kesî li dora sifrê li pê, li hêviya Yakup Paşa û mêvanên wî ne. [3051 uzun_bira] Ew, bi giramî silav li wan dikin. [3052 uzun_bira] Yakup Paşa û mêvanên wî jî silavên wan werdigirin û li wan vedigerînin. [3053 uzun_bira] – Kerem kin ser sifra koçer û eşîran, Yakup Paşa, bi kurdiya xwe ya zelal, dibêje û cîh nîşanî mêvanên xwe dide. [3054 uzun_bira] Mêvan, li kêleka hev, li ser kulav û doşekan rûdinin. [3055 uzun_bira] Piştî mêvanan, Yakup Paşa û yên din jî li dora sifrê rûdinin. [3056 uzun_bira] Kesên ko li ser sifrê rûniştine, ji sîhî zêdetir in. [3057 uzun_bira] Ji sifrê bîhna goşt û savarê difûre. [3058 uzun_bira] Li navend û her-du aliyên sifrê, sê siniyên mezin û fireh hene. [3059 uzun_bira] Sinî heta dêv bi savarê tijî ne û li ser savarê jî berxên birajtî hene. [3060 uzun_bira] Di navbera siniyan de, bi qasî heftheyşt beroşên fireh, bi xwarin û şîvên cihê, hene. [3061 uzun_bira] Di nav çend tawan de qelî, di nav çend tebaxên fireh de jî sewze û salate hene. [3062 uzun_bira] Li ber her mêvanî jî tabexeke vala heye. [3063 uzun_bira] Piştî rûniştina hemû mêvanan, çend kes radihêjin xizmetê. [3064 uzun_bira] Yek goştê berxan lîme dike û li mêvanan belav dike, yekî din savarê belav dike, yek dew dixe tasên mêvanan, yekî din jî kêmaniyên sifrê temam dike. [3065 uzun_bira] Eger kêmaniyên me hebin, li me megirin, Yakup Paşa dibêje, ev sifre ne hêjayî mêvanên mîna we ezîz e, gelekî bi lez bû. [3066 uzun_bira] Min sifreyeke weha zengîn, rengîn û xweş li tu derî nedîtiye, Major Noel, bi kurdî, dibêje û tîka goştê destê xwe dibe devê xwe. [3067 uzun_bira] Ev sifre bi rastî sifra kurdî ye, ev mêvanperwerî, bi rastî, ew mêvanperwerî ye ko min her dibihîst... [3068 uzun_bira] Ji sifrê hinekî bi dûr agirekî gur vêketiye û çend kes bi êzingan agir geş dikin. [3069 uzun_bira] Ji agir hinekî dûr jî bîrek heye. [3070 uzun_bira] Çend jin bi dewlê avê jê dikişînin. [3071 uzun_bira] Koçerên eşîra Atmikan, zarok, jin, mêr, pîr û kal, li dor û navbera konan derin û tên. [3072 uzun_bira] Eşîra Atmikan, mîna her salê, îsal jî derketine zozanan. [3073 uzun_bira] Ew zivistanan li deştê, havînan jî li zozanan in. [3074 uzun_bira] Ew havînan tên û konên xwe li dora vê bîrê vedigirin. [3075 uzun_bira] Major Noel û hevalên wî, li ser riya xwe, îşev, bûne mêvanên wan. [3076 uzun_bira] Kurdan hatina wan bihîstiye û dixwazin wan bibînin, bi wan re bipeyivin û bizanibin ka çi dê bi serê kurdan de were. [3077 uzun_bira] Yakup Paşa ko nû jî zewiciye, çi ji destan tê, texsîr nake da ko kêfxweşî û mêvanperweriya xwe nîşan bide. [3078 uzun_bira] Ne bi tenê Yakup Paşa, em jî kêfxweş bûn. [3079 uzun_bira] Ji kêfa me re payan nîn bû. [3080 uzun_bira] Em li welatê bav û kalan, li ser axa kurdan bûn. [3081 uzun_bira] Ew kurdên ko me li Stembolê, ewçend behs dikirin, li wir, li nik me, li ber çavên me bûn. [3082 uzun_bira] Ew gera me ya Kurdistanê, bi serê xwe, bûyereke girîng a jîna min e. [3083 uzun_bira] Tu bawer bike, heke min keys, wext û îmkan hebûna, min ê li ser wê gerê romanek binivîsa. [3084 uzun_bira] Wê gerê ez nêzîkî welatê min kirim. [3085 uzun_bira] Wê gerê ez ji welatê min bi dûr xistim. [3086 uzun_bira] Belê, ev herdu jî bûn. [3087 uzun_bira] Wê havînê, havîna rengîn a 1919-an, mohra xwe li jîna min xist, heta bi heta... [3088 uzun_bira] Bi dû xebat, daxwaz û tevgera fireh a neteweyî ya kurdan re ko ji Kürd Tealî Cemiyetî heta hemalên Stembolê, ji beg û tucarên Diyarbekirê heta gundiyên Botanê, ji elewiyên Dêrsimê heta soranên Suleymaniyê, bi awayekî peregende, tê de bûn, Ingilistan û hevalbêndên wan, hatibûn ser riya fikra mafên kurdan û êdî behsa war û welatekî ji bo kurdan dikirin. [3089 uzun_bira] Ji bo wê fikrê wan dixwest heyetek, bi serokatiya Major E. [3090 uzun_bira] M. [3091 uzun_bira] Noel, ko bi kurtî me jê re digot, »mecir Nowil«, bişandina welêt. [3092 uzun_bira] Piştî ko ew bi Kürd Tealî Cemiyelî û bavê min re peyivîn, me biryar da ko ji kurdên Stembolê ez û Kamuran, ji Diyarbekirê jî Ekrem Begê Cemîlpaşa di heyetê de bin. [3093 uzun_bira] Ez û Kamuran ji Stembolê ketin rê û 23´ê tîrmehê em gihîştin Helebê. [3094 uzun_bira] Major Noel ko bi herdu zaravayên kurdî, kurdiya jor û jêr, baş dizanîbû û serê xwe gelekî bi doza kurdî diêşand, li wir, li otêlê, tevî kaxiz, pênûs û makîna xwe ya fotografê, li hêviya me bû. [3095 uzun_bira] »Hûn bi xêr hatin«, wî bi kurdiyeke têgihîştî got. [3096 uzun_bira] »Vous êtês oussi bienvenu«, min jî, bi fransizî jê re got. [3097 uzun_bira] Ingilîziya min û Kamuran ne ewçend baş bû, loma me dil kir, em pê re bi fransizî bipeyivin. [3098 uzun_bira] Lê wî dil hebû bi kurdî bipeyiviya. [3099 uzun_bira] »Ji bo min weha hîn çak e«, wî got. [3100 uzun_bira] Piştî ko Ekrem Beg jî hat, em ji Helebê, ber bi aliyê welatê bav û kalan, ketin rê. [3101 uzun_bira] Ez ê niha çawan behsa wan rojan bikim?.. Ez û Kamuran gelekî bi heyecan bûn. [3102 uzun_bira] Coş û kela me, meraq û daxwaza dîtin û zanîna me bê payan bû. [3103 uzun_bira] Em ketibûn nav kurdan... heta 20´ê îlona 1919-an em di nav wan de man. [3104 uzun_bira] Me axa û beg, peya û siwar, eşîr û koçer, deşt û zozan, bajar û gund, newal û gelî, dar û dehl, çem û çiyayên kurdan dîtin. [3105 uzun_bira] Em di bin esmana ronî û bi silavên stêrk û heyva ronî ya welatê kurdan de razan. [3106 uzun_bira] Di berbangên çîkesor ên zozanan de, me xwirîniya xwe, bi xizmeta pîrejinên porspî û bêrîvanên xama, bi şîr, firo, to, mast, mastê kilanê, nivîşk, penêr, penêrê ter, helandî, sîrikê û pûngê kir. [3107 uzun_bira] Tevî siwar û çekdarên eşîrên kurdan, em di dehl, newal û bihuran re derbas bûn û hilkişiyan çiya û zozanên serî li esmanan. [3108 uzun_bira] Me bîhna xwe bi hawa paqij veda, rûyê xwe bi ava kahniyên sar şuşt, kiras û goreyên xwe li ber devê çem û lehiyên zelal şuştin. [3109 uzun_bira] Li ser hesp û mehînên kumêt, qemer û şînboz, geh bi rewan û loq, geh bi gurloq û çargavî, me xwe ji tixûbên eşîrekê gîhand tixûbên eşîreke din. [3110 uzun_bira] Li ber konên reş ên bi mû risandî û li ser donzdeh sitûn û singan vedayî, em rûniştin û me li bergehên hêşîn û zer ên warên kurdan temaşe kir. [3111 uzun_bira] Heta ber destê sibê, li ber agirên gur, me li dengbêj û stranbêjên navdar ên ko rêzên stranan mîna zêr, zîwer û lûlû li pey hev rêz dikirin, guhdarî kirin. [3112 uzun_bira] Em bi dengên mirîşk û dîk, salûr û bilbil, teyr û kew, seg û tajî, mehîn û cahniyan hişyar bûn. [3113 uzun_bira] Li Malatyayê ko mamê me Xelîl Ramî Beg li wir mutesarif bû, me, li mal û koşkên kurdan, axayên simbêlbadayî, şêxên rîdirêj û seyidên simbêlpalik dîtin. [3114 uzun_bira] Zabit û eskerên tirk, bi çek û pûsat, li quntarên çiya û zinaran kemîn û dahfik danîn, derketin ser riya me, xwestin me, nemaze min û birayê min, bigirin, bikujin. [3115 uzun_bira] Me rêwîtiyeke bi qasî du mehan, bi bîhn, hilm û tahma welatê kurdan, bi alozî û dijwariyên welatê asê ko her roj, her deqe, li dora me bû, anî pê. [3116 uzun_bira] Me hem dostî û mêvanperweriya bêpayan a kurdan dît, hem jî îxaneta wan a navdar... Paşê em, dîsan, vegeriyan Helebê û ji wirjîStembolê... [3117 uzun_bira] Di rêwîtiya me de, me her çaran jî defter hebûn, mîna şagirtên mektebê, me çi bidîta dinivisî. [3118 uzun_bira] Min û Major Noel bi kurdî, Kamuran û Ekrem Beg bi tirkî dinivisî. [3119 uzun_bira] Belê, wî jî bi kurdî û ji min jî çêtir dinivisî. [3120 uzun_bira] Ji deftera min, Kamuran û Ekrem Beg tu şop li pey neman, ew li derin, mîna gelek tiştên me yên din, winda bûn û çûn. [3121 uzun_bira] Bi tenê min, di salên 30-an de, li derekê, bi hênceta tiştekî din, bi çend rêzan, di ser re, behsa wê gerê kir. [3122 uzun_bira] Lê Major Noel, dostê me, notên xwe yên gerê, bi dû re, sala 1922-an, li Basrayê, mîna kitab, bi ingilîzî, weşand. [3123 uzun_bira] Wî di kitaba xwe de behsa malbata me, bavê min, mamên min, min û Kamuran jî dikir. [3124 uzun_bira] Li ser min, wî weha dinivisî; »assistant editor of newspaper Serbestî at Constantinople...« û weha, li gora bîr û reya xwe, didomand; »He suffers from the inevitable effects of long residence and training in Constantinople, but he has the making of a good man.« Wî gunehê xwe bi min dianî, lê bawer bû ko ez li ser riyeke rast û baş bûm. [3125 uzun_bira] Ez ê bibûma mirovekî rind û baş. [3126 uzun_bira] Hîsên min, pêwendiyên min ên piralî û rengîn, welatê min ê xewn û xeyalî, bajarê min ê ko ez tê de dijiyam... van bala wî nedikişandin. [3127 uzun_bira] Wî li ser Kamuran jî weha digot; »Barrister at Constantinople. [3128 uzun_bira] Knows no Kurmanji. [3129 uzun_bira] Sensible quiet individual - has not so far come to the fore...« Ew bi Kamuran gelekî bawer bû, lê gava wî digot ko Kamuran bi kurdî nizane, ew ne rast bû. [3130 uzun_bira] Kamuran bi kurdî dizanîbû, lê ne ewçend baş û xweş. [3131 uzun_bira] Loma jî Kamuran, ji bo axaftinê, tirkî tercîh dikir. [3132 uzun_bira] Lê paşê, Kamuran bû yek ji pisporên herî mezin ên kurdî û şiîr, bend, nivîsar û kitabên hêja û nemir bi kurdî nivisîn. [3133 uzun_bira] Rêwîtiya me, gereke geş û balkêş ji xewn û xeyalan bû... [3134 uzun_bira] Piştî xwarinê, sifre bi lez ji erdê radibe, doşek û bahlîfên nû, dîsan li ber kon, tên raxistin û pêşiya kon ko mîna meydaneke biçûk e, vedibe. [3135 uzun_bira] Niha wexta dîlan û govendê ye, dîlana êvarên ronî û govenda kurdî. [3136 uzun_bira] Major Noel û Kamuran li milekî, Celadet, Ekrem Begê Cemîlpaşa û Evdirehîm Efendî li milekî Yakup Paşa rûniştine. [3137 uzun_bira] Yakup Paşa, simbêlbadayî, rûgeş, ji rewşê razî, milekî wî li ser bahlîfan, dest dike da ko govend bê gerandin. [3138 uzun_bira] Pêşî def û zirne tê. [3139 uzun_bira] Bi qasî bîskekê, def û zirne lêdikevin, bi dû re komeke govendkêşan, jin û mêr, di milên hev de, bi dîlan û stran, ji pey agirê gur, hêdî hêdî, tên ber kon, kêleka bîrê û bi aheng xwe dilivînin û dilîzin. [3140 uzun_bira] Govend û stran pêşî nerm û giran in, lê pey di pey, ew geştir û pihêttir dibin. [3141 uzun_bira] Mêr û jin ên govendkêş ko hemû jî xort û ciwan in, di nav cil û bergên xwe yên taybetî yên koçeran de, mîna ko bi firê ketibin, mil bi mil, li dora bîrê govendeke nedîtî û bêpayan digerînin. [3142 uzun_bira] Bîr dibe navend, ro û govenkêş dibin stêrk, heyv û li dora wê çerx dibin, her çerx dibin. [3143 uzun_bira] – My God, my God, Major Noel dibêje, ez divê resmê vê bergeha ecêb û nedîtî bikişînim. [3144 uzun_bira] Eger we icaze hebe? [3145 uzun_bira] Ma ew jî gotin bû? [3146 uzun_bira] Yakup Paşa dibêje, icaze ya te ye, kerem bike. [3147 uzun_bira] Na, te dît... jin û keç jî hene... ka heye ko hûn eciz bin. [3148 uzun_bira] – Na bavê min! [3149 uzun_bira] Jinên me ne mîna jinên xelkê ne, tu resimên xwe bikişîne... [3150 uzun_bira] Major Noel flaşa xwe ya nû bi makînê ve dike, radibe ser piyan, ber bi bîrê dere û dest bi kişandina fotografan dike. [3151 uzun_bira] FOTOGRAF 7: »Derketî; terka welatê xwe da û kete dinyayê xwedê rêberiya derketiyan bike!..« [3152 uzun_bira] Fotografa heftan a romana Bîra Qederê, meriv dikare bibêje, fotografa keserê ye. [3153 uzun_bira] Yan jî, eger meriv bixwaze hinekî dûrbîn be û bikaribe xwe bigihîne »pey« fotografê, meriv dikare bibêje; fotografa heftemîn a Bîra Qederê destpêka riya kambax a keserê ye. [3154 uzun_bira] Fotografa ko hinekî tarî ye û nîşana tarîtiyê ye, welê bi keser dixuye. [3155 uzun_bira] Keser hatiye û ev wêna ko di kurte-demeke jiyanê de ew kurtedema kambax kiriye nemir û bi dû re jî ew kurte-dem kiriye fotografa vê romanê, bi her awayî, vegirtiye... [3156 uzun_bira] Keser, stirîhên jiyanê, stirîhên ko dora gulê rapêçane, hatiye û dora vê wênê rapêçaye... [3157 uzun_bira] Li ser kaxizê riziyayî yê nemir lehengê vê romanê, yan jî kesê ko bûye sebeba afirîna vê romanê, Celadet Alî Bedirxan dixuye. [3158 uzun_bira] Di nav reşahiyeke tenik de, bi tenê ew dixuye. [3159 uzun_bira] Wî destê xwe yê rastê daniye ber pencereyeke trênekê û li der dinihêre. [3160 uzun_bira] Di nav kompartimaneke tirêneke bênav û bênîşan de, ew, hinekî stûxwar, li cîhana derve ko pencera trênê ew jê veqetandiye, dinihêre. [3161 uzun_bira] Foto ji aliyê kêlekê hatiye kişandin. [3162 uzun_bira] Loma jî bi tenê aliyekî Celadet dixuyê. [3163 uzun_bira] Kompartiman hinekî tarî ye, eger meriv kesê nexuyayî yê ko ev foto kişandiye nehesibîne, ji Celadet pê ve tu kesê din naxuyê. [3164 uzun_bira] Aliyê din ê pencerê yê derve ronî ye. [3165 uzun_bira] Reş û spî li kêleka hev in, bi tenê pencere wan ji hevûdu vediqetîne. [3166 uzun_bira] Meriv dikare, bi zimanekî basîd, weha bibêje; ji çara sisiyê vê wênê tarî ye, ji çara yek jî ronî. [3167 uzun_bira] Trên ber bi ko de dere? [3168 uzun_bira] Ew li ko ye, çawan e, cîh û warên ko Celadet bi kûrahî lê dinihêre, çi dever in? [3169 uzun_bira] Di wênê de, ev ne diyar in, jê fahm nabe. [3170 uzun_bira] Lê reşahî û hinekî jî ronahiyê wêne vegirtine. [3171 uzun_bira] Rûyê Celadet ê xort bi xem û keser e. [3172 uzun_bira] Xem û kesera li ser rû baş dixuyê. [3173 uzun_bira] Di wênê de bi tenê çavekî dixuyê. [3174 uzun_bira] Ji aliyê din ê rû bi tenê birû û bijangên çavê din dixuyin. [3175 uzun_bira] Lê belê, tevî ko herdu çav, bi hev re, baş, naxuyin, navenda fotoyê çav e. [3176 uzun_bira] Di navbera hemû fotografên Celadet de, heye ko ev fotografa yekemîn be ko tê de çav û nerîna Celadet evçend kûr û manîdar e. [3177 uzun_bira] Celadet li ko dinihêre? [3178 uzun_bira] Bi îhtimaleke pir mezin, bêyî ko haya wî jê hebe, ev fotograf tê kişandin. [3179 uzun_bira] Bi gotina îlmê fotografê, ew bê hazirî tê girtin. [3180 uzun_bira] Ew, sade, rehet, rûniştiye, milê xwe yê rastê daniye ber devê pencerê û li der, bi hemû kûrahiya nerînê, li dûr dinihêre. [3181 uzun_bira] Belê, ew pir li dûr dinihêre, lê nerîna wî ne nerîneke diyar, misoger û têkûz e. [3182 uzun_bira] Ji bervajiyê, nerîna wî nerîneke vala ye. [3183 uzun_bira] Ew kûr li dûr dinihêre, lê heşê wî li dereke din e. [3184 uzun_bira] Çavên wî li ser roniya derve ye, lê heşê wî li ser pejn û hîsên ko di hundirê wî de pêl didin e. [3185 uzun_bira] Çav li der dinihêre, lê ew li dinya hundirê xwe difikire. [3186 uzun_bira] Trên dere, yan jî ew ê here. [3187 uzun_bira] Trên ê wî û rûpelên romana Bîra Qederê ber bi ko de bibe? [3188 uzun_bira] Heta kengê, çawan? [3189 uzun_bira] Ev çûyin ê kîjan riyên nû li ber wî veke? [3190 uzun_bira] Ma her çûyinekê vegerekê jî navê? [3191 uzun_bira] Hingê veger kengê ye? [3192 uzun_bira] Çawan û di kîjan şert û mercan de? [3193 uzun_bira] Ya jiyana ko li pey dimîne? [3194 uzun_bira] Kes û nasên ko li pey vê çûyinê dest hildidin? [3195 uzun_bira] Ew ê wan, dîsan, kengê bibîne? [3196 uzun_bira] Ji nerîna çav baş dixuye ko Celadet di nav hîsên weha de ye. [3197 uzun_bira] Çav nerm û aram, melûl û zîz e. [3198 uzun_bira] Çav nîvçe vekirî ye, heye ko ew giriyaye, yan jî kelgirî bûye, yan jî bi pêlên hîsan sermest bûye... Kî dizane? [3199 uzun_bira] Eniya fireh û poz, ew pozê ko dapîra Bedirxaniyan Rûşen Xanimê mîna »pozê beranan« bi nav dikir, nerîna kesertijî ya çav temam dikin. [3200 uzun_bira] Pêşiya eniya fireh û dirêj, hinekî, dibiriqe. [3201 uzun_bira] Heye ko tîrêjeke ronahiya derve xwe gîhandiyê û bi germî wê radimûse. [3202 uzun_bira] Porê ko bi qasî sê tiliyan dirêj e û ber bi paş, bi hostehî û bi huner, hatiye şehkirin jî, mîna enî, hinekî dibiriqe. [3203 uzun_bira] Lê ronahî xwe bi cênîkê ko zêde ne dirêj e, nagihîne. [3204 uzun_bira] Cênîk, hinarik û guhê mezin û dirêj perçeyên aliyê tarî yê wênê ne. [3205 uzun_bira] Gelo danê sibê ye, yan danê êvarê ye? [3206 uzun_bira] Tava wê kurtedemê li ko ye, li esmanan, li pey asoyan û li ber avaçûnê, li ku?.. [3207 uzun_bira] Herçî pozê dirêj e li rûyê dirêj tê. [3208 uzun_bira] Poz, mîna nikulê teyrê eylo, ber bi jêr dibe. [3209 uzun_bira] Simbêl her mîna xwe ye, qemerî, kin û kurt. [3210 uzun_bira] Devê dirêj girtî ye, lêvên qelaw li ser hev in. [3211 uzun_bira] Stûyê îşligê girtiye û qirawateke zirav û reş pê ve ye. [3212 uzun_bira] Xêzên zirav û dirêj ên reş ên li ser îşligên spî moda salên 20-an nîşan dide. [3213 uzun_bira] Ev celeb îşlig, îşligên stûkurt û xêzdirêj mensûbiyeta xwediyan baş nîşan dide; ronakbîr, nivîskar, rojnamevan, arîstokrat, siyasetger... [3214 uzun_bira] Ev hemû tişt û hîn tiştên din di nav vê wênê de dixuyin. [3215 uzun_bira] Lê gelek tiştên din jî hene ko di vê wênê de ne, lê veşartî, ne xuyayî. [3216 uzun_bira] Herwekî ko hatiye gotin, fotograf bi herdu milên xwe, milê xuyayî û yê nexuyayî, hêja ye. [3217 uzun_bira] Gava aliyê veşartî li aliyê xuyayî zêde be, yan jî pê temam be, hingê ew fotograf dibe balkêş û hingê ew dest bi peyivînê dike. [3218 uzun_bira] Di vê fotografa heftemîn a Bîra Qederê de ko rûpelên nû li romanê zêde dike û wê ber bi derine nû dibe, şopên salên xem û keserê hene. [3219 uzun_bira] Sal, salên 20-an in, salên piştî şer, salên tevlihevî, hilweşîn û ketinê, salên kul û derdan, şik û gumanan, rê û rêwîtiyê... [3220 uzun_bira] Çav li der, li cîh û warên ko li pey dimînin, dinihêrin. [3221 uzun_bira] Rêwîtiyê dest pê kiriye, wext, wexta veqetînê ye. [3222 uzun_bira] Rêwîtiyê dest pê kiriye, wext wexta veqetînê ye. [3223 uzun_bira] Roja nû ya çarşemiya îlona 1922-an hê nû dest pê kiriye. [3224 uzun_bira] Dinya zelal û çiksayî ye. [3225 uzun_bira] Kiziltoprak hê baş hişyar nebûye. [3226 uzun_bira] Dengên çivîkên darên bexçê Emîn Alî Beg alîkarî li hişyarbûna Kiziltoprakê dikin. [3227 uzun_bira] Ji dûr ve dengên çênd dîkan û paytonan tên. [3228 uzun_bira] Darên bexçê mala Emîn Alî Beg hê pelên xwe neweşandine, daran, neynika dewr û dewranan, dem û demsalan, hê kirasê xwe yê bihar û havînê ji xwe nekirine. [3229 uzun_bira] Wan, bi hemû rengînî û bedewiya xwe ya payizê, dora kesên ko li bexçê, li kêleka bîrê rawestane, girtine. [3230 uzun_bira] Di vê destê sibê de, hemû mal, Emîn Alî Beg, Samîha Xanim, Şehrîban, Celadet, Kamuran, Hîkmet derketine bexçê. [3231 uzun_bira] Mamê Celadet, Murat Beg, metên wî Adeviye û Edîbe Xanim û dotmamên wî Saadet Abla û Perîxan ko wê şevê li nik wan, li malê razane, tevî wan derketine bexçê. [3232 uzun_bira] Wexta rêwîtiya Celadet û Kamuran hatiye, ew ê, îro, êdî bi misogerî, herin, ber bi deverên dûr pir dûr. [3233 uzun_bira] Niha wexta xatirxwestin û hevûdu hembêzkirinê ye, wexta dua û mirazan e. [3234 uzun_bira] Lawên malê, Celadet, Kamuran û Hîkmet rûgeş û bi ken in, yan jî ew dixwazin welê xwe nîşan bidin. [3235 uzun_bira] Yên din bêdeng û zîz in. [3236 uzun_bira] Hemû li nik hev, li kêleka bîrê, li pê rawestane û rûyê xwe ber bi rojhilat kirine, ber bi tîrêjên qels ên tavê ko hê nû li wan hiltên û bi zehmetî, xwe di nav çiqil û pelên daran re diseridînin... [3237 uzun_bira] Rûyê wan ber bi ronahiya tîrêjan, çavê wan li ser çavika makîna fotografê ye. [3238 uzun_bira] Wan, ji bo roja rêwîtiyê, daxwaz ji studyoya Mr. [3239 uzun_bira] Xendamian kirine ko ew werin û roja veqetînê, lê beriya wê, endamên malê, bi hev re, li ser kaxizên fotografê, bikin nemir. [3240 uzun_bira] Çi dibe, çi nabe, çûyin heye, heye ko veger nebe... Ji studyoyê şagirtekî jîr, tevî makînê hatiye û ew, mîna eskeran, li kêleka hev rêz kirine û dest bi karê xwe yê îspat, nîşandan û nemiriyê kiriye. [3241 uzun_bira] – Hîkmet Bey, bîraz daha îçeriye doðru kayabîlîr mîsînîz? [3242 uzun_bira] Şagirt, serê wî di nav cawê reş ê makînê de, dibêje. [3243 uzun_bira] Biraz daha, biraz daha... [3244 uzun_bira] Hîkmet hinekî din jî xwe nêzîkî komê dike. [3245 uzun_bira] Hemû li makînê dinihêrin. [3246 uzun_bira] Emîn Alî Beg her du lawên xwe, Celadet û Kamuran, dane her du aliyên xwe. [3247 uzun_bira] Li kêleka Celadet jî diya wî ya kin, bi poşeyeke reş sergirtî, rawestaye. [3248 uzun_bira] Li kêleka Samîha Xanimê jî du jinên din ko di jiyana Celadet de xwedî şop in, Şehrîban û Saadet, rawestane. [3249 uzun_bira] Li kêleka birayê Celadet, Kamuran jî xwişka biçûk a Saadetê, Pêrîxan ko bi bedewiya xwe nav daye û Kamuran, di danên êvarê yên yekta yên perên ava Kiziltoprakê de, jê re rêzên li ser Baxê Îrem ên Omer Xeyyam dixwendin, rawestaye. [3250 uzun_bira] Li kêlekên wan jî yên mayî yên malbata fireh a Bedirxanpaşazade ko êdî ji hev belav dibe, rawestane. [3251 uzun_bira] – Dîkkat, çekiyorum! [3252 uzun_bira] Fotograf tê kişandin. [3253 uzun_bira] Careke din, lê îcar, hinekî din têkeltir, ew pişta xwe didin devê bîrê û li kêleka hev rêz dibin. [3254 uzun_bira] Fotografeke din jî tê kişandin. [3255 uzun_bira] Êdî wext tê, Celadet û Kamuran, li pey hev, derin destê bavê xwe. [3256 uzun_bira] Emîn Alî Beg wan, yek bi yek, pihêt, bi qasî kêliyekê, hembêz dike û bêdeng, bêyî ko tiştekî bibêje, ji eniya wan radimûse. [3257 uzun_bira] Paşê ew derin destê diya xwe. [3258 uzun_bira] Samîha Xanim hew dikare xwe rabigire, tevî çend dilopên hêstirên ko ji çavên wê ber bi jêr dibin, ew wan demekê hembêz dike. [3259 uzun_bira] – Bila Xwedê bi we re be, kurên min, bila oxira we ya xêrê be, Xwedê mezin e, ew bi dengekî pir hêdî û zîz dibêje û hedîsin dixwîne, mala we vekirî û zimanê we şêrîn be... [3260 uzun_bira] Celadet û Kamuran yên din jî, yek bi yek, hembêz dikin û ji wan xatir dixwazin. [3261 uzun_bira] Paşê ew her du û Murat Beg û Hîkmet, bêdeng, bi hêdîka radihêjin walîzên ko li ber deriyê malê ne û bi hev re, ber bi paytona ko li kolana biçûk li hêviya wan e, derin. [3262 uzun_bira] Yên din li kêleka bîrê disekinin û li wan dinihêrin. [3263 uzun_bira] Celadet û Kamuran jî dane rê û derin... Berî ko ew ji deriyê mezin derkevin û xwe bi paytonê bigihînin, ew careke din vedigerin û li yên mayî dest dikin. [3264 uzun_bira] – Bi xatirê we, Kamuran dibêje, bi xatirê we, gava em gihîştin cîh, bi leza birûskê, em ê haya we pê bigihînin. [3265 uzun_bira] Em ê hertim binivîsin... em ê di demeke pir kin de, dîsan bigihên hev... [3266 uzun_bira] Hay Kamuran, birayê min ê ziravbihîstiyar, birayê min ê romantîk... Em diçûn, ji Stembola ko min ê hew terk bikira, derdiketin, dibûn derketî, me rûyê xwe dabû ber bi dever û welatên nediyar û nenas û diçûn. [3267 uzun_bira] Me dizanîbû; heye ko çûyin hêsan bûya, lê vegera wê çûyinê dê zehmet bûya. [3268 uzun_bira] Lê em diçûn, ji bêgaviyê û bêçaretiyê. [3269 uzun_bira] Li ber me du rê hebûn; riya mirinê û riya derketinê. [3270 uzun_bira] Kîjan ji van çê bû? [3271 uzun_bira] Bêguman ne yek jî. [3272 uzun_bira] Yek ji yekê kirêtir bû. [3273 uzun_bira] Lê me diviya ji her du riyên kirêt ya kêmkirêt hilbijarta. [3274 uzun_bira] Dinya hê jî aloz bû, ba û bahozên xedar ên piştî şer, hê jî, bi gumegum, li dar bûn. [3275 uzun_bira] Lê li welatê Osmanî û li payitextê wî welatê hilweşiyayî tiştekî êdî bi zelalî diyar bû; Mistafa Kemal û hevalbendên wî bi ser ketibûn, dewleteke nû, li ser kavilên dewleta Osmanî, gav bi gav ava dibû. [3276 uzun_bira] Tiştekî din jî êdî diyar bû; kirasê vê dewleta nû li me nedihat, tê de cîhê me nîn bû. [3277 uzun_bira] Gazî Mistefa Kemal ew gera me ya welêt di devê xwe de kiribû benîşt û her qal dikirê. [3278 uzun_bira] Wî her, bi neyînî, behsa gera me, me, bavê me û Major Noel dikir û li pey me bû. [3279 uzun_bira] Tevgera kurdî ko me ewçend jê hêvî hebû, mîna her carê, îcar jî, ji ber sebebên her carê, bêkesî, bêpiştî, nezanî û dijîtî û berberiyên navxwe, bi derekî negihabû, -tevî ko hê tevger xurt û xîret qaîm bû... Lê hevalbendên Gazî Mistefa Kemal Stembol jî gav bi gav vedigirtin û cîh, bi her awayî, li me teng dikirin. [3280 uzun_bira] Wekî din rê nemabû; me diviya terkî Stembol bikira. [3281 uzun_bira] Pêşî em, bi dû me re jî bavê min ê kokim û diya min a pîr. [3282 uzun_bira] Lê ber bi ku? [3283 uzun_bira] Ber bi kekê me Sureya ko li Kahîrê serekiya gerandina karên tevgera kurdî dikir? [3284 uzun_bira] Ber bi mamêm me yên ko li axa germ a Lubnan û Sûriyê rûniştî bûn? [3285 uzun_bira] Ber bi birayên me Safter û Tewfîk ko ji bo xwendinê çûbûn welatê rojava, Munîxa navdar a navenda çanda rojava? [3286 uzun_bira] Ber bi ku? [3287 uzun_bira] Lê dawiyê, em gihîştin biryarekê, bi qewlê birayên me yên Behdînî biryareke misoger; wê roja zer û sahî ya îlonê me dabû ser riya welatê rojava û em diçûn... [3288 uzun_bira] Piştî nîvroyê, hema bi qasî kêliyekê bi dû nîvro re, keştiya bulgarî Serivia ji lengergeha Stembolê lenger hildide û bi giranî, ber bi Zerya Reş, bi rê dikeve. [3289 uzun_bira] Keştî, çend caran, bi dengekî tîz ji Stembolê xatir dixwaze. [3290 uzun_bira] Ava Bospore-yê li pêşiya keştî vedibe, bayekî sivik pişta pêlên zelal û spî yên avê ko keştî li pey xwe dihêle, mist dide. [3291 uzun_bira] Ba bi hêdîka porê Celadet û Kamuran ko li keştiyê, li aliyê pêşiyê, li ser pozê wê rawestane û bi bal û dîqet, bi hîsên pir têkel, li herdu kiraxên Bospore-yê dinihêrin, li ba dike. [3292 uzun_bira] Minare, keleh, birc, qesr, qonax, saray, dar û daristanên nas, li her du aliyan, mîna ko ew rabûbin govendê, li ber wan, yek bi yek, xwe diyar dikin û winda dibin. [3293 uzun_bira] Stembola ko ew di hembêza xwe de gir kirin, hewandin, perwerde kirin, mana jiyan û umrê wan da, sirên wan veşartin, bi dewlemendiyên xwe evîn û eşqên wan rengandin, bi şevên xwe yên spî xewn û xeyalên wan neqişandin, niha, li ber wan rabûye dîlan û dansa veqetînê. [3294 uzun_bira] Celadet û Kamuran derin, Stembolê, bajarê xwe û umrê xwe, bajarê bi bîranînên ebedî tijî, bajarê keysarê bajaran li pey xwe dihêlin û derin. [3295 uzun_bira] Kamuran, baş li Stembola nazdar binihêre, heye ko em careke din wê nebînin, Celadet dibêje... [3296 uzun_bira] Çawan em ê wê nebînin? [3297 uzun_bira] Umrê min, bihîst û heft salên min, li vî bajarê derbas bûn. [3298 uzun_bira] Çawan em ê vî bajarê ko em, digel her tiştî, her lê vegeriyane, careke din nebînin? [3299 uzun_bira] «Wiyana... umrê min, bajarê qedera min... çawan ez ê te, careke din, nebînim?..« [3300 uzun_bira] Kamuran ji rojnama li pêşiya xwe, Neue Freie Presse, bi alemanî, şiîreke şaîrekî nenas dixwîne. [3301 uzun_bira] -Nasîna me û zimanê alemanî dê xurt be, Kamuran, rûpelên rojnamê di destan de vekirî, ji Celadet re dibêje, em ê dakevin kûrahiyên alemanî, dilê wî... [3302 uzun_bira] Celadet û Kamuranê ko ber bi dilê welatê rojava derketine rêwîtiyeke dirêj, niha xwe gîhandine Wiyana-yê. [3303 uzun_bira] Ew li Café Continentale ya rengîn û neyniktijî rûniştine û li hêviya şîva êvarê ne. [3304 uzun_bira] Herduyan jî ne xwarineke aleman, lê xwarineke nas, »Café du Paris« helbijartine. [3305 uzun_bira] Lê şaraba sor ko ew bi hez hêdî hêdî vedixwin, otrîşî ye. [3306 uzun_bira] Êvar daketiye, jiyana germ a şeva sar a Wiyanayê hê nû dest pê kiriye. [3307 uzun_bira] Salon hêdî hêdî tijî dibe. [3308 uzun_bira] Otrîşî, kom bi kom, jin û mêr, di nav kincên xwe yên ewrûpî de, tên û maseyên salonê vedigirin. [3309 uzun_bira] Pir vekirî dixuye ko ew hatine cîhaneke nû, medeniyeteke cihê. [3310 uzun_bira] Ev cîhana Wiyanayê ji ya Stembolê û welatê osmaniyan, bi her tiştê xwe, pir cihê ye. [3311 uzun_bira] Paqijiya bajêr, dûzan û rêkûpêkiya jiyana rojane, aramiya civatê, lixwekirina şêniyan, aheng, neqiş û lihevhatina avahiyan û hejmara pir a rojname, kovar û weşanan gelekî bala wan dikişîne. [3312 uzun_bira] Lê bêtir jî jinên Wiyanayê. [3313 uzun_bira] Ew jinên Wiyanayê, bi bejna dirêj, por û guliyên dirêj, kirasên teng, fîstanên dirêj û fireh û bi kena periyan û bîhnên buhiştî, ne bi tenê bala wan dikişînin, heşê wan jî bi firê dixînin. [3314 uzun_bira] Ew jinên ko bi kena periyan dibin periyên bê perwaz, niha, bi gavên nazenîn, tên, li maseyên dora wan rûdinin û germahiyeke bêpayan û bîhnên xweş ko Celadet û Kamuran baş nenasin, direşînin salonê. [3315 uzun_bira] Piştî du saet û nîvê, saet deh û nîvê êvarê, ew ê bi trêna êvarê, dîsan, bi rê kevin û herin. [3316 uzun_bira] Herdu jî westiyayî ne. [3317 uzun_bira] Hemû roj, ew li pê, gav bi gav, li kolan û kuçeyên Wiyanayê geriyane, bajarê nû keşf kirine. [3318 uzun_bira] Ew di berbanga sibê de daketine Wiyanayê. [3319 uzun_bira] Belê, em li ber destê sibê, saet 7.15, gihîştin Wiyanayê. [3320 uzun_bira] Saet 10.30-an trênek hebû. [3321 uzun_bira] Lê em bi wê trênê neçûn. [3322 uzun_bira] Em hatibûn Wiyanayê, bajarê du hezar salan, bajarê medeniyet û musîkê. [3323 uzun_bira] Hê di dewr û dewrana Roman de, gava wan ev bajar ava kiribûn, navê wî lê kiribûn; Cortigiano. [3324 uzun_bira] Yanê mîsala zerafet û kîbariyê. [3325 uzun_bira] Em hatibûn bajarê mîsalên xweş ko em li pey bûn. [3326 uzun_bira] Bêguman e ko me nikaribû vî bajarî, weha, bêyî ko bibînin, terk bikira. [3327 uzun_bira] Me biryar da ko em dakevin bajêr û bi trêna êvarê rêwîtiya xwe bidomînin. [3328 uzun_bira] Tevî ko bayê şerekî kambax ew hejandibû,Wiyana hê jî ji bedewî û spehîtiya xwe tu tişt winda nekiribû. [3329 uzun_bira] Ew gotinên te yên jor ko te li ser Wiyanayê gotin, mîna gotinên kitêbokên rêwiyan in ko hingî di gera me ya bajêr de, di destê me de bûn jî. [3330 uzun_bira] Her çawan ko gotinên weha nikarin ruhê bajarekî salix bidin, ew têrî taswîra ruhê bajarê Wiyanayê jî nakin. [3331 uzun_bira] Wiyanaya ko me ava wê vexwar û nanê wê xwar, bajarekî yekta ye çandê bû. [3332 uzun_bira] Bi qewlê fransizan, ew bajarekî »civile« bû. [3333 uzun_bira] Mîna Stembolê, ew heta dev tijî esker, cendirme û zabit nebû. [3334 uzun_bira] Bîhna musîk, huner, çand û edebiyatê jê difûriya. [3335 uzun_bira] Avahiyên bajêr ên kevnare ko digel hezar salên ko bihurîbûn, hê jî bi asalet bilind dibûn, kelehên qaîm ên huner û musikê bûn. [3336 uzun_bira] Musîkjenên mezin Gluck, Haynd, Mozart, Beethowen, Schubert, Brahms û Strauss ko me dê bi dû re pir lê guhdarî bikirana, ji wî bajarî ronahiya musîkeke nû bi dinyayê gîhandibûn. [3337 uzun_bira] Li wî bajarî ruh, hîs, deng û pejnên çand û miletên cihê, mil bi mil, bi hev re, piyase dikirin. [3338 uzun_bira] Di wî bajarî de zêde rê nîn bûn ko meriv bikaribiya ji bo jîna xwe, şixul û meslekê hilbijarta. [3339 uzun_bira] Meriv li wir, bêgav, mecbûr bû bibe musîkjen û musîkşînas, nivîskar û nivîsevan, evîndar û evînhez... [3340 uzun_bira] Em, ez, Kamuran û fransizekî jêhatî yê bajarê Wiyanayê, ko me bi tesadufî li Wiyanayê nasî, bi hev re, çûn qonaxa Lichnowsky ko Beethoven tê de eserên xwe yên yekta îcra kiribûn, me Saraya Mezin ko mazûbanî li Napoleon kiribû, ziyaret kir, me avahiya Esterhaziler ko hê jî jê dengên musîka Haynd dihat, dît, me tiyatroya Burgê ko hertim tê de klasîkên medeniyeta roava dilîstin, dît. [3341 uzun_bira] Em çûn taxên derveyî bajêr ko ordiyên osmaniyan heta wê derê hatibûn û mecbûrî jê vegeriyabûn. [3342 uzun_bira] Me donzdeh saetên jibîrnebûyî, li wî bajarê Ewrûpa Navîn bihurandin. [3343 uzun_bira] Û gava em bi trêna êvarê ji bajêr derketin, min ji bo bajêr, bi tirkî, weha nivîsî; Viyana cidden muazam ve muhteşem bir şehir. [3344 uzun_bira] Min ev rêz li ko nivîsîn? [3345 uzun_bira] Te behs nekirê, lê ji bo ahenga reng û neqşên rûpelên Bîra Qederê, ez behs bikim. [3346 uzun_bira] Berî derketina me bi çend rojan, roja ko min û Cananê êdî ji hev xatir dixwest, li Stembolê, Kadiköyê, Cananê, yara şevên dirêj û xewnên rengîn, kelgirî, deftereke biçûk yadîgarî min kir. [3347 uzun_bira] Defterek ko min êdî bi hêsanî têdixist berîka çaketê xwe û gava pejnên fikrekê di serê min de diçûn û dihatin yan jî pêlên hîsekê li ser dilê min radibûn, yan jî bayê germ ê hesretê li min dihate xezebê, bi eynî hêsaniyê, min ew ji berîka xwe derdixist û ew deng, pejn û hîs dikirin rêz... Bergên deftera min a biçûk, mîna şevên kar û şixulên min ên pêşerojê û gotinên stranên ko min jê hez dikirin, tarî bûn. [3348 uzun_bira] Min rûpelên spî yên deftera xwe ya bergtarî, bi pênûseke reş, bi rêzên şahîdên jîn û umrê min, tarî dikirin... Di wê defterê de, çend rêzên pêşîn ên rûpelên pêşîn şahîdî li gera me ya kurt a bajarê Wiyanayê dikin. [3349 uzun_bira] – Tu dizanî, herî zêde, kêfa min ji çi re tê, Kamuran dibêje û tîkeyeke goşt jêdike, wê dibe devê xwe û bîskekê dicû, ez ê Goethe bi alemanî, bi zimanekî rewan, bixwînim!.. Bifikire!.. [3350 uzun_bira] Fikra xwendina Goethe heyecan dide herduyan jî. [3351 uzun_bira] Herdu, bi ken, li hev dinihêrin. [3352 uzun_bira] Celadet radihêje qedeha xwe ya şarabê ya krîstal û dibêje, [3353 uzun_bira] Hingî em divê ji bo te û Goethe, ji bo hevaltiya we binoşînin. [3354 uzun_bira] Noş, noş ji bo te û Goethe jî, eger te jê re wext hebe... [3355 uzun_bira] Herdu, Celadet û Kamuran, birayên hev, hevriyên qedera hev, bi dû vexwarinê re, li hev dinihêrin û dikenin. [3356 uzun_bira] – Êdî wexta çûyinê hat, Celadet dibêje, ka dest bike, bila garson hesabê me bîne. [3357 uzun_bira] Lê çavên Kamuran ne li ser garson in, ew li masa kêlekê dinihêre. [3358 uzun_bira] Du jinên bedew di nav cil û bergên sade, lê lihevhatî de, hatine û li masa kêlekê rûniştine. [3359 uzun_bira] Porê yekê, li gora modayê, kurt hatiye birîn, porê ya din gelekî dirêj e. [3360 uzun_bira] Lêvên wan ên sor bi ken in. [3361 uzun_bira] Çavên jina ku, ji kêlekê, li hember Kamuran rûniştiye jî, vedigerin ser Kamuran. [3362 uzun_bira] Kamuran bi keneke sivik û bi rêzdarî, serê xwe ber bi jêr dike û silav didiyê, [3363 uzun_bira] – Guten abend... [3364 uzun_bira] Guten abend! [3365 uzun_bira] Li kompartimana ko Celadet, Kamuran û hevalê wan ê fransiz dikev inê, mêrek û jineke pîr, li kêleka derî, rûniştine. [3366 uzun_bira] Kamuran silav dide wan, li bilêta destê xwe dinihêre û derbasî hundir, ber pencerê dibe. [3367 uzun_bira] Cîhên wan li ber pencerê ne. [3368 uzun_bira] Ew walîzên xwe yên biçûk dixin bin kursiyên rûniştinê, xwe hinekî didin hev û li hember hev, li kêleka pencera fireh, rûdinin. [3369 uzun_bira] Fransiz jî li ser kursiya kêleka Celadet rûdine. [3370 uzun_bira] Kompartimana hinekî tarî ji bo şeş kesan e. [3371 uzun_bira] – Ez hêvîdar im ko kesê êdî neyê nik me, Celadet dibêje û ji berîka hundir a çakêtê xwe deftereke biçûk û pênûsekê derdixe. [3372 uzun_bira] Kamuran jî pêşî sê bîrayên Munîxê, Lövvenbräu, ji walîza biçûk derdixe, şûşeyekê dide Celadet, yekê dide fransiz û ya xwe jî datîne ser textê biçûk ko bi pencerê ve ye, paşê jî kovareke bi zimanê alemanî, »Gesellschaft« ji walîzê derdixe û lê dinihêre. [3373 uzun_bira] Ew, vê êvarê, li ser riya Alemanyayê, Munîxê ne. [3374 uzun_bira] Ew ê herin nik birayên xwe yên biçûk, Tevfîk û Safter ko li Munîxê dixwînin. [3375 uzun_bira] Niha, piştî bîskekê, trên ê, dîsan, di nav êvara tarî û sar de, berê xwe bide welatê Alemanyayê û bi rê keve. [3376 uzun_bira] Ew, gav bi gav, ji welatê xwe bi dûr dikevin û gav bi gav nêzîkî li îstasyona dawîn a rêwîtiya xwe dikin. [3377 uzun_bira] Celadet lingên xwe davêje ser hev, deftera biçûk datîne ser çoga xwe, jê rûpeleke nû vedike û bi tirkî, giran giran, weha dinivîse; [3378 uzun_bira] Pazartesi - 2. [3379 uzun_bira] Teşrîn-i evvel. [3380 uzun_bira] 1338 Yanê, duşemî, 2. [3381 uzun_bira] Çirî. [3382 uzun_bira] 1922... Duşemiyeke payiza 1922-an, di pêsîra êvareke sar de, ew ji Wiyanayê xatir dixwazin. [3383 uzun_bira] Me, min û birayê min, yan jî ez weha bibêjim, dostê min ê qedîm Kamuran, bi meya sor a yakûtî, serî û dilê xwe germ kiribû. [3384 uzun_bira] Meya sor, dosta xewn û xeyalan, barana havînên germ, leylana li pey rastiyên tahl ên jînê, ez xistibûm nav hêlekanekê û di navbera Stembol û Munîxê de dibir û dianî. [3385 uzun_bira] Heşê min geh li nik diya min a bêdeng û çavbigirî, bavê min ê mîna heykeleke roman stûr û dengberz, Mezo, xweha min a deng ji şalûr û bilbilan çêtir, mam û metên min ên bêhejmar, Şehrîbana delal, Saadet Ablaya mîna teyreke mader dilgerm û zarşêrîn, Canana bedenmasî, lêv û zimanxweş, lê kêmgotin, heval û dostên min ên rojên çê û neçê bû. [3386 uzun_bira] Geh jî heşê min li pêş, rojên nediyar ên bê, jîna nezelal a piştî rêwîtiyê, kar û şixulên pêşerojê, evîn û hezkirinên nû yên xerîb û balkêş bû. [3387 uzun_bira] Ez di nav filûqeyeke biçûk de, li ser pêlên xurt ên hîsên têvel, ber bi vî alî û ber bi wî alî diçûm û dihatim. [3388 uzun_bira] Ez bîhnteng, zîz û melûl bûm. [3389 uzun_bira] Min ew însan, ew dever, ew mekan, ew dewr, ew dewran, ew tişt û ew kes û pêwendiyên ko ez kiribûm »ez« , li pey xwe hîştibûn. [3390 uzun_bira] Ew germahiya zanîn û nasînê li pey mabûn. [3391 uzun_bira] Min û Kamuran, cêwiyê siûda min, nezanîn û nenasînê dabû ber xwe, di payizek ji payizên bêhejmar ên umrê me de, em ji dinyayeke germ ber bi dinyayeke sar û sermayê hildikişiyan. [3392 uzun_bira] Gav bi gav, tiştên nas kêmtir, yên nenas zêdetir dibûn. [3393 uzun_bira] Dinya û heyama nenas hembêza xwe vekiribû û bangî me dikir. [3394 uzun_bira] Hema çi bigire meha me ya dawîn a Stembolê, bi hevûdudîtin, xatirxwestin û haziriyê derbas bû. [3395 uzun_bira] Mamên min Evdirehman, Mihemed Elî, Xelîl, Murat û kurmamên me yên bêhejmar ko niha êdî ne hewce ye, ez navê wan, yek bi yek, li vir bibêjim, her, bi me re bûn. [3396 uzun_bira] Met û dotmamên me hertim dihatin malê. [3397 uzun_bira] Li aliyên Caðaloðlu û Perayê, li buroya Serbestî û warên kurdan, heval û dostan em bi tenê nedihîştin. [3398 uzun_bira] Hevalên me yên kurdperwer, bi hêviya ko rêwîtiya me dê di doza kurdayetiyê de bi kêr biya, em hembêz dikirin. [3399 uzun_bira] Sahne-yî weda pir bûn. [3400 uzun_bira] Em ji Stembolê çûn Burgazê, ji wir jî, dîsan bi eynî keştî, li ser pişta ava Zerya Reş, em çûn Warnayê. [3401 uzun_bira] Ji wir, me terkî avê kir û ber bi Sofyayê, bi trêneke giran, kevn û şerpeze, ketin rê. [3402 uzun_bira] Ji wir, dîsan bi trênê, lê îcar bi yeka hîn çêtir, di bin baraneke boş de, em çûn Belgradê. [3403 uzun_bira] Li Belgradê me bihîst ko kaxiz û pasaportên nû yên hukimeta Osmanî hew bi kar tên. [3404 uzun_bira] Lê em, bi pasaportên xwe yên nenû, rehet, ji Belgradê çûn Zagrebê, bajarê navdar ê Hirwatistanê. [3405 uzun_bira] Ji wir jî, em çûn... tu êdî pê dizanî... Yanê dinya û heyama nenas ko hembêza xwe vekiribû, em, gav bi gav, ber bi xwe radikêşand. [3406 uzun_bira] Gelo ew dinya û heyama nenas periyeke bedew a destanan bû? [3407 uzun_bira] Yan jî ew keça pîr a şêxê cinan bû? [3408 uzun_bira] Li milekî jî, em li vê yekê, li pêşeroja xwe ya avis difikirîn. [3409 uzun_bira] Gava trên bi rê dikeve, deriyê kompartimanê vedibe û keçikeke bejndirêj û porzer dikeve hundir û li jimara kursiyan dinihêre. [3410 uzun_bira] Di desteke keçikê de bilêta wê, di destê din de jî walîzeke biçûk heye. [3411 uzun_bira] Celadet û Kamuran, her du bi hev re radibin pê da ko alîkariya wê bikin. [3412 uzun_bira] Keçik bi ken li wan dinihêre, bi alemanî, dibêje »spas« û tê, walîza destê xwe datîne ser kursiya kêleka Kamuran; cîhê wê ew der e. [3413 uzun_bira] Celadet û Kamuran li cîhê xwe rûdinin. [3414 uzun_bira] Piştî ko keçik cîhê xwe rast dike û walîzê dixe binê kursiyê, ew jî rûdine. [3415 uzun_bira] Celadet û Kamuran, bi balkêşî, li keçikê dinihêrin. [3416 uzun_bira] Bîhneke xweş ji keçikê difûre. [3417 uzun_bira] Eger meriv bi tenê, bi gotinekê, wê salix bide, ew pir xweşik e. [3418 uzun_bira] Hem çavên Celadet hem ên Kamuran li ser keçikê radiwestin. [3419 uzun_bira] Keçik li wan dinihêre, bi şermokî dikene û çavên xwe ji wan direvîne. [3420 uzun_bira] – Te dixwest ko bila kes neyê nik me. [3421 uzun_bira] Niha jî hê tu welê difikirî? [3422 uzun_bira] Kamuran, bi ken, bi kurdî, ji Celadet dipirse. [3423 uzun_bira] Lê bêyî ko ew bersiva Celadet bipê, ew vedigere ser keçikê, bi kîbarî, jê re dibêje, »guten abend...« [3424 uzun_bira] Keçik bersivê didiyê. [3425 uzun_bira] Bersiva keçikê rê li Kamuran vedike. [3426 uzun_bira] Ew dest pê dike, bi alemanî, jê re behsa xwe û Celadet û kurdan dike. [3427 uzun_bira] Bîsteke dirêj, keçik, bi dîqet, li Kamuran guhdarî dike. [3428 uzun_bira] Celadetê ko hew dinivîse û defter xistiye berîka çakêtê, her, li keçikê dinihêre. [3429 uzun_bira] Gotina Ovidius tê bîrê; nêzîkî li wê bike, wext, wexta gotinê ye, guh mede aheng û lihevhatina gotinan, bipeyive, dest pê bike, destpêk, destpêk, bi dû destpêkê re dawî tê... Celadet nahewe, ew xwe ranagire û dest bi axaftinê dike, [3430 uzun_bira] Fräulein?.. [3431 uzun_bira] Karlfeld, Monica Karlfeld, keçik dibêje. [3432 uzun_bira] – Fräulein Karlfeld, ich will ihnen etwas sagen... Celadet dibêje û radiweste. [3433 uzun_bira] Keçik û yên din li Celadet dinihêrin da ko ew gotina xwe temam bike. [3434 uzun_bira] Lê gotina ko wî dixwest bibêje, bi alemanî, nayê bîrê. [3435 uzun_bira] Ew kêliyekê difikire, lê dike, nake, gotin nayê. [3436 uzun_bira] Dawiyê, ew, bi heyecan, ji Kamuran dipirse, »bedew, spehî, xweş, belle?..« [3437 uzun_bira] Schön, Kamuran bi ken dibêje, schön... [3438 uzun_bira] Richtig... Sie.... schön... [3439 uzun_bira] Keçik dikene, kêfa wê ji gotin û şêweyê gotina Celadet re tê û ew bi deng dikene. [3440 uzun_bira] Gava Safter ji derî dikeve hundir, Celadet û Kamuran radibin pê, ber bi wî derin û dikenin, ji kêfan, ew bi dengekî bilind dikenin. [3441 uzun_bira] – Kekên min hatine, keko Celadet, Kamuran hatine... Safter dibêje û bi heyecan dere rûyê birayên xwe. [3442 uzun_bira] Bihêle, ez, dîsan, bi alîkariya dengên qels û dêmenên nezelal ên rojên bihurî, bêm alîkariya te... Malesef, ji jîneke xurt bi tenê dengên qels, siyên nediyar û bergehên nezelal li pey dimînin. [3443 uzun_bira] Tu jî dizanî, vejîn û şixulê vejandinê bi alîkariya van deng, sî û bergehan tê pê, lê ne mîna xwe ya berê. [3444 uzun_bira] Jîn û vejîn, bêguman e, ne mîna hev in. [3445 uzun_bira] Lê di vejînê de, hertim ders û tecrube, tahm û bîhn, tov û şopên jînê hene. [3446 uzun_bira] Meriv dikare bibêje, vejîn siya jînê ye ko hertim diguhere, carina dirêj, carina kin dibe. [3447 uzun_bira] Pireke zirav mîna Pira Siratê di navbera jîn û vejînê de heye. [3448 uzun_bira] Meriv dikare ji wê pirê re jî bibêje, »Pira xewn û xeyalan.« [3449 uzun_bira] Çima ez, niha, weha behsa tiştên, bi qewlê ewrûpayiyan, »abstrac« dikim? [3450 uzun_bira] Ji ber Safter, ji ber bi bîr anîna birayê min ê biçûk... Safter, jîrtirîn û zîrektirînê me hemûyan... serwextirîn û dûrbîntirîn, germtirîn û geştirînê me hemûyan... lê di eynî wextê de, bêmiraztirîn û bêsiûdtirînê me hemûyan... Niha, piştî umrekî, gava ez di ser pPira xewn û xeyalan re gav dikim û xwe digihînim aliyê vejandinê, ew danê sibê yê Munîxê mîna guleke nûbişkovî tê bîra min. [3451 uzun_bira] Heye ko ne hemû ew danê sibê, lê tiştine jê, mesela kena Safter, mîna guleke sor a bîhnvedayî tên bîra min. [3452 uzun_bira] Ez dibêjim, ne hemû danê sibê, ji ber ko ew danê sibê pir sar bû. [3453 uzun_bira] Min û Kamuran, bi navnîşana destê xwe, di wê sar û pûkê de, bi zehmetî, xwe gîhand mala ko Safter tê de dima. [3454 uzun_bira] Lê ew ne li malê bû. [3455 uzun_bira] Gava xwediyê malê, profesorekî navsal, fahm kir ko em birayên Safter in, wî em ezimandin hundir. [3456 uzun_bira] Jixwe piştî bîskekê jî Safter hat. [3457 uzun_bira] Belê, hingî kena Safter mîna gulên sor ên bexçê mala me ya Kiziltoprakê bû; geş, nûbişkovî û boş.. Bi dû Safter re jî, birayê me yê din Tevfîk hat. [3458 uzun_bira] Em çar bira li welatekî xerîb û dûr gihîştibûn hev. [3459 uzun_bira] Çar bira di oda mezin a Safter de, li hember hev rûniştine û bi kêf û henek qala herdu dinyayên ko ew di navberê de derin û tên, dinya rojhelat, Stembol, welatê Osmanî, Kadiköy, Kiziltoprak, mala wan, bav û diya wan, bira û xwişka wan, mam û metên wan û dinya rojava, Munîx, xwendegehên Munîxê, jiyan û civata wê, keç û jinên wê, tiyatro û sînemayên wê dikin. [3460 uzun_bira] Hûn ê îşev me bibin ku? [3461 uzun_bira] Kamuran ji Safter û Tevfîk dipirse. [3462 uzun_bira] Ez bawer im, we dil nîn e, di şeva me ya yekemîn de, hûn me li vê odê hepis bikin? [3463 uzun_bira] De hûn bibêjin, em herin ku, hûn çi der dixwazin? [3464 uzun_bira] Tiyatro, konser, sînema, restorant, gazîno? [3465 uzun_bira] Çi? [3466 uzun_bira] Tevfîk dibêje. [3467 uzun_bira] Konser, Kamuran dibêje, em hatine Munîxê ko tê de dilê musîkê hildavê, me bibin konsereke musîka klasîk. [3468 uzun_bira] Îşev konsereke musîka Mahler, Gustave Mahler heye... lê, we kincên germtir divê, Safter lê vedigerîne. [3469 uzun_bira] Hûn bi van kincên li ser we ve, nikarin herin tu derî. [3470 uzun_bira] Hewa pir hişk e, dinya sar e. [3471 uzun_bira] Hewa pir hişk e, dinya sar e. [3472 uzun_bira] Digel ko çila Alemanyayê hê bi xurtî dest pê nekiriye, dinya serma ye. [3473 uzun_bira] Celadet, carekê-du caran, xwe dilivîne ko rabe, lê ew nikare. [3474 uzun_bira] Bedena wî, bi gotina diya wî, bûye mîna ço. [3475 uzun_bira] Bedena wî jan dike, serê wî diêşe. [3476 uzun_bira] Ew divê dakeve bajêr, Munîxê û here serdana Safter ko bi sermayeke xedar ketiye û di nav cîhan de radizê. [3477 uzun_bira] Lê ew di xwe de wê taqetê nabîne ko ji nav cîhan derkeve. [3478 uzun_bira] Welê dixuye ko ew jî bi sermayê dikeve. [3479 uzun_bira] Oda wan, wî û Kamuran, a mezin tu carî germ nabe, ew çi jî bikin, ode germ nabe. [3480 uzun_bira] Ji binê derî, ji aliyê rojava, pencera mezin, her ba, bayekî sar û tûj, tê. [3481 uzun_bira] Ew li saeta li ser masa kêleka xwe dinihêre. [3482 uzun_bira] Saet ber bi nîvroyê hêdî hêdî dizîvire. [3483 uzun_bira] Çare nîn e, ew nikare rabe. [3484 uzun_bira] Ew xwe hinekî din dixe bin lehîfa germ û wê dikişîne ser xwe. [3485 uzun_bira] Di wan rojên çileya me ya pêşîn a Alemanyayê de, di oda me ya mezin û sar de, ez bi tenê bûm. [3486 uzun_bira] Kamuran, ji xwe re, kincin û paltoyekî germ dabû dirûtin û ji me xatir xwestibû û çûbû Berlînê, nik dostekî xwe. [3487 uzun_bira] Min jî kincine germ kirîbûn û kincên min ên şevê û lehîfa min a bi hirî ya alemanî jî germ bûn. [3488 uzun_bira] Lê çi feyde! [3489 uzun_bira] Dinya sar, oda me seqem bû. [3490 uzun_bira] Mîna ko em ne li odeyekê, lê li zozanan bûn! [3491 uzun_bira] Me li Munîxê nikarîbû tu cîh, ode, pansiyon peyda bikira. [3492 uzun_bira] Ji ber rewşa piştî şer, xelkê gundan û doralî koçî bajêr kiribûn û bajar vegirtibûn. [3493 uzun_bira] Bi alîkariya birayê me Tevfîk, me li gundekî biçûk ko nêzîkê Munîxê bû, Obermazing, li nik qesabekî, odeyeke fireh peyda kir. [3494 uzun_bira] Xaniyê qesab bi du qatan lêbûbû. [3495 uzun_bira] Qata jêrîn dûkana wî ya qesabiyê bû. [3496 uzun_bira] Qata jorîn jî mala wî bû. [3497 uzun_bira] Li paş xênî, bexçeyekî fireh û dirêj ê malê hebû. [3498 uzun_bira] Li kêleka bexçê jî bîreke arteziyenê hebû. [3499 uzun_bira] Di qata jorîn de, odeyeke mezin vala bû. [3500 uzun_bira] Me ew ode, mehê bi hezar û sêsed markan, kirê kir û walîzên xwe û tiştên xwe yên hûr ko me ji Stembolê bi xwe re anîbûn, tevî kemança Kamuran, birin odê û em li wir bi cîh bûn. [3501 uzun_bira] Ode fireh bû, lê em, nemaze Kamuran, hînî bi hev re, di odeyekê de mayinê, nebûbûn. [3502 uzun_bira] Lê çare nîn bû, ne cîhên din hebûn, ne jî êdî quweta me dest dida. [3503 uzun_bira] Ji Stembolê, em bi tevdîr derketibûn. [3504 uzun_bira] Me pere û zêrên xwe qulipandibûn ser markên alemanî, me bi deh hezaran mark xistibûn berîkên xwe da ko em çar bira, çar neviyên Mîr Bedirxan, li Alemanyayê, muhtacî tu kesî, tu tiştî nebûna. [3505 uzun_bira] Li Stembolê em welê fikirîbûn. [3506 uzun_bira] Çaxa em gihîştin Munîxê, me dît ko hesabê me yê Stembolê şaş bû, ji binî ve şaş bû! [3507 uzun_bira] Markên me, ez nizanim, di sedî de çend sed, belê çend sed, ji qîmeta xwe, winda kiribûn...Vê yekê jîna me, bi carekê, guherand, jîna me xist ser riyeke gelekî kirêt û dijwar. [3508 uzun_bira] Bi dû hatina me re, bavê min bihîst hezar markên din ên alemanî, ji me re, şandin. [3509 uzun_bira] Lê mark bêqîmet û jîn buha bû. [3510 uzun_bira] Di ser de jî, markê her roj qîmet winda dikir. [3511 uzun_bira] Kurdan gotibû; pere xulamekî qenc, lê axayekî xirab e. [3512 uzun_bira] Pereyê ko heta hingî xulamê me bû, di wan rojên sar ên çila Alemanyayê de, êdî dixwest axatiyê li me bike. [3513 uzun_bira] Jîna me, bi carekê, bi her awayî, guherîbû. [3514 uzun_bira] Em ketibûn, em bûbûn derketî. [3515 uzun_bira] Celadetê ko tevî kincan ketiye bin lehîfê, ji xewa giran, hişyar dibe. [3516 uzun_bira] Ziman û gewriya wî zuha ye. [3517 uzun_bira] Qirika wî dişewite. [3518 uzun_bira] Ew hinekî xwe dilivîne û li dora xwe, li saetê dinihêre. [3519 uzun_bira] Saet ber bi êvarê, hêdî hêdî, dizîvire. [3520 uzun_bira] Ew bi hêdîka ji nav cîhan derdikeve, cixareyek û hestê ji ser masê werdigire û ber bi pencera fireh dere. [3521 uzun_bira] Êşa serê wî hinekî kêm bûye, lê ew pir bêtaqet e. [3522 uzun_bira] Ew li der, li darên bexçê, ewrên girtî, dinya girtî dinihêre. [3523 uzun_bira] Wî hê li vî welatî misteke tav nedîtiye. [3524 uzun_bira] Tav her li pey ewrên girtî ye. [3525 uzun_bira] Ew li vî gundî, li vê odê çi dike? [3526 uzun_bira] Eger niha tiştekî bi serê wî de bê, haya kê dê jê hebe? [3527 uzun_bira] Heta kengî ew ê li Alemanyayê be? [3528 uzun_bira] Li Stembolê, li welêt ko ew carina, gava Mezo û Hîkmet ji wan re rojname dişînin, hay jê dibin, niha çi dibe, çi diqewime? [3529 uzun_bira] Cixare di dev de, ew vedigere ser textê razanê yê Kamuran, radihêje kemança ko li ser cîh e, kemançe û kevanê wê ji sandûqa wê derdixe û dîsan vedigere ber pencerê. [3530 uzun_bira] Bi qasî demeke dirêj, ew, hêdî hêdî, heşê wî li derekî din, gewrî zuha, çav li ser bexçê û bîra li kêleka bexçê, li kemançê dixîne. [3531 uzun_bira] Ew, bi kemança Kamuran a neakordkirî, dengên musîka çend stranên nîhawend û kurd-î hicazkar ên osmanî, bi bexçê digihîne. [3532 uzun_bira] Paşê, piştî demekê, ew diweste, bêgav, dest ji kemançê berdide û dîsan tê ser cîhê xwe. [3533 uzun_bira] Ew li ser cîhê xwe rûdine û cixareyeke din vêdixe. [3534 uzun_bira] Wext ê niha çawan here? [3535 uzun_bira] Tevfîk ko bi qasî nîv saetê ji gund dûr dixebite, çima nayê? [3536 uzun_bira] Bi bîhntengî, ew radihêje kitabek ji kitabên ser masê û rûpelên wê diqulipîne. [3537 uzun_bira] Kitaba zirav û dirêj ko rûpelên wê zer bûne, bi fransizî ye. [3538 uzun_bira] Tê de şiîrên şaîrên navdar ên fransiz hene. [3539 uzun_bira] Di rûpelekê de şiîreke Victor Hugo »A ceux qui sont morts pour la patrie« heye. [3540 uzun_bira] Ew wê, bi deng, dixwîne. [3541 uzun_bira] Piştî şiîra Victor Hugo, şiîrên Lamartine »le poete mourant« , ya Alfred du Vigny »La mort du loup« û ya Charles Boudelaire »le balcon« hene. [3542 uzun_bira] Celadet wan jî, li ser textê xwe dirêjbûyî, bi deng, dixwîne. [3543 uzun_bira] Bi dû van re jî şiîreke Lamenneais li ber çavê wî dikeve. [3544 uzun_bira] Navê şiîra biçûk bala wî dikişîne; l-exilé... Bi gotina osmaniyan sirgûnkirî. [3545 uzun_bira] Celadet hêdî hêdî wê dixwîne. [3546 uzun_bira] Careke din, careke din, bi dengekî berz... Ev şiîr ko tê de behsa xerîbî û hîsên xerîbiyê dibe, şiîra jiyana wan e. [3547 uzun_bira] Mîna ko Lamenneais ew li ser wan nivîsiye. [3548 uzun_bira] Celadet ji berîka çakêtê xwe pênûseke reş derdixe û stêrikek li ser rûpel, li kêleka şiîrê, çêdike. [3549 uzun_bira] Celadet divê vê şiîrê wergerîne kurdî, zimanê bav û kalan. [3550 uzun_bira] Ma çima ew niha dest pê nake? [3551 uzun_bira] Kaxiz? [3552 uzun_bira] Ew di xwe de nabîne ji ser cîhan rabe. [3553 uzun_bira] Ew li ser rûpelê, sernivîsa şiîrê, bi fransizî, dinivîse; exilé... Lê exilé bi kurdî çi ye? [3554 uzun_bira] Xerîbî? [3555 uzun_bira] Sirgûnbûyî? [3556 uzun_bira] Çi? [3557 uzun_bira] Mana exil-ê derketin e. [3558 uzun_bira] Ma çima ne derketin û derketî?.. Belê, derketî... Celadet bi qasî kêliyekê difikire û dîsan, li ser rûpela kitabê, bi tîpên pir biçûk herdu rêzên şihîrê, lê bi kurdî dinivîse: Terka welatê xwe da û kete dinyayê... Xwedê rêberiya derketiyan bike!.. [3559 uzun_bira] Celadet hin rêzên din jî, giran, dixwîne û difikire. [3560 uzun_bira] Lê na, ew nikare, êşa serî dîsan zêde dibe. [3561 uzun_bira] Ew kitab û pênûsê datîne ser masê, lehîfa germ vedike û dikeve nav cîhan. [3562 uzun_bira] Ew li kêranên dirêj ên bana odê dinihêre û li gotina xwe ya kurdî difikire û wê dubare dike; derketî, derketî... [3563 uzun_bira] FOTOGRAF 8: »Also sprach Zarathustra...« oder »uns umspülen hunderttausend wogen/alles reizt uns, manc herler gefaelt...« [3564 uzun_bira] Çar derketî, çar bira; Celadet, Kamuran, Tewfîk û Safter. [3565 uzun_bira] Li welatekî xerîb, li bajarekî xerîb, her çar li kêleka hevûdu rawestane û bi ken li hevûdu dinihêrin. [3566 uzun_bira] Sal, destpêka salên 1920-an in. [3567 uzun_bira] Wext, wexta serûbinî, tevlihevî û geremolê ye. [3568 uzun_bira] Cîh, navenda geremoliya dinê, deriyê do û îro, Munîx e. [3569 uzun_bira] Çar bira, çar lawên Emîn Alî Begê Bedirxanî, çar neviyên mîrê kurdan Bedirxan, li pê, li nik hevûdu rawestane û bi hev re dipeyivin. [3570 uzun_bira] Welê dixuye ko haya wan ji fotokêşê nîn e. [3571 uzun_bira] Fotokêş, destgirtiya birayê biçûk Safter, Pelikan, bêyî ko haya wan jê hebe, pê li qumçika makînê dike û fotografeke din li fotografên romana Bîra Qederê zêde dike, -bêyî ko haya wê jê hebe. [3572 uzun_bira] Di hemû umrê wan ê dirêj, balkêş û ji hevûdu pir cihê de, heye ko bi tenê ev fotograf, her çar birayan li nik hevûdu nîşan dide. [3573 uzun_bira] Bahoza şerê cîhanê û aloziya destpêka salên 1920-an, ew li Munîxê anîne nik hev. [3574 uzun_bira] Lê dewr û dewranên bê dê wan, yekcar, ji hev veqetîne. [3575 uzun_bira] Veqetin û hesreta ko du stûnên esasî yên cîhana kambax a derketinê ne, dê, bi her awayî, mohra xwe li jiyan û qedera wan xîne. [3576 uzun_bira] Lê di vê fotografê de, tu şopên rojên bê naxuyin. [3577 uzun_bira] Haya wan hê ji rojên bê nîn e. [3578 uzun_bira] Ew li kêleka hevûdu sekinîne û bi ken dipeyivin. [3579 uzun_bira] Safter destê xwe ber bi Tevfîk kiriye û bi ken jê re tiştekî dibêje. [3580 uzun_bira] Singa wî derketî, serê wî hinekî li pêş e. [3581 uzun_bira] Tevfîk destê xwe yê rastê rakiriye û bi tilî Safter nîşan dide. [3582 uzun_bira] Ew jî dikene. [3583 uzun_bira] Kamuran destê xwe biriye ser serê xwe û bi porê xwe dilîze. [3584 uzun_bira] Ew jî bi ûsil dikene. [3585 uzun_bira] Herçî Celadet, birayê mezin e, wî jî, mîna piraniya caran, herdu destên xwe xistine bêrîkên pantolonê, xwe hinekî ber bi pêş xwar kiriye û li Safter dinihêre. [3586 uzun_bira] Kenekî geş li ser rûyê wî ye jî. [3587 uzun_bira] Ken, kêfxweşî û geşî hakîmî vê wênê ye. [3588 uzun_bira] Mîna ko ew ji mirinê, şewat û hilweşînê nereviyane. [3589 uzun_bira] Mîna ko mirin, bêgavî û zehmetiyên nedîtî yên derketinê ne li pêşiya wan e. [3590 uzun_bira] Pelikan, keça dilsoz û porzer, evîna man û nemanê ya Safter, bi makîna xwe ya nûkirî, nêrîn û kena wan a boş dike nemir. [3591 uzun_bira] Her çar birayan hevûdu, ji nû ve li Munîxê dîtine. [3592 uzun_bira] Munîx, bajarê medeniyeta germanî, navenda çanda Awrûpa Navîn, ji wan re bûye konaxek. [3593 uzun_bira] Belê, konaxeke nû ko li ser riyeke dirêj e. [3594 uzun_bira] Ew ji welatê rojhilatê, ji şerekî xedar ko ew ji hevûdu veqetandibûn, ji doz û têkoşîneke biserneketî tên. [3595 uzun_bira] Di heyama do de, wan zêde wext nîn bû ko bi hev re bûna, hevûdu bidîtina. [3596 uzun_bira] Her yek li derekî, bi şixulekî mijûl bû. [3597 uzun_bira] Ji lewre, ew hevûdu zêde baş nas nakin. [3598 uzun_bira] Ji bilî terbiye û perwerdeyiya malê, edet û ûsilên malbatê, tiştên wan ên yekgirtî ne zêde ne. [3599 uzun_bira] Ew li Munîxê, ji nû ve, digihên hev, hevûdu dinasin... Lê piştî Munîxê? [3600 uzun_bira] Bi dû konaxa Munîxê re? [3601 uzun_bira] Ji kena wan dixuye ko ew zêde li vê yekê, li konaxên bê nafikirin. [3602 uzun_bira] Bervajiyê bûyer û serpêhatiyên Munîxê, ev fotograf çar birayên jixwerazî, bextiyar û kenê wan a ko hemû fotograf vegirtiye, nîşan dide. [3603 uzun_bira] Bi kincên xwe yên modern, bi rawestana xwe ya serbest, bi nerîna xwe ya bawertijî, mîna ko her çar bira dixwazin, di vê fotografê de, bi ken, vê yekê bibêjin; dinya bi dor e, rojekê geş e, rojekê zor e. [3604 uzun_bira] Îro dora me ye, pêr dora Mîr BedirxXan bû, do ya bavê me bû, îro ya me ye. [3605 uzun_bira] Digel her dijwariyê, em îro bi hev re ne, gihîştine hev, bi hev re quwet in; dest destan dişo, vedigere rûyan dişo. [3606 uzun_bira] Bêguman e ko berî îro jî wexteke jiyayî hebû, piştî îro jî dê hebe, lê îro, esas e, navend e. [3607 uzun_bira] Li ser hemûyan cil û bergên nû û modern hene. [3608 uzun_bira] Hemû bi gomlegên spî û bi qrawat in. [3609 uzun_bira] Ji yên Safter pê ve, kincên hemûyan, kincên klasîk ên ewrûpayî ne. [3610 uzun_bira] Kincên Safter, bi gotina Pelikan, »sportîv« in. [3611 uzun_bira] Di esasê xwe de, tu ferq di navbera kincên wan ên do û yên îro de nîn in. [3612 uzun_bira] Do jî, wan, li bajarê piralî, pirçandî Stembolê, dîsan, kincên ewrûpayî li xwe dikirin. [3613 uzun_bira] Kinc û lixwekirina wan nêrîn, fikir, hîs û dîtinên wan jî diyar dikin; ew ne dûrî cîhan û medeniyeta ewrûpayê ne. [3614 uzun_bira] Rabûn û rûniştina wan herçend ya kurdan û welatê rojhilatê ye, ewçend jî ya ewrûpayê ye. [3615 uzun_bira] Terbiye, xwendin û perwerdeyiya ko wan wergirtiye, ew kirine pirên navbera du cîhan û medeniyetên ji hev pir cihê. [3616 uzun_bira] Ji lixwekirina wan diyar e ko ew bi qasî cîhan û medeniyeta rojhelatê, aîdê cîhan û medeniyeta rojava ne jî. [3617 uzun_bira] Loma jî, meriv dikare bibeje, di fotografê de, kenê wan boş, rawestana wan rehet, tevgera wan serbest e. [3618 uzun_bira] Fotograf li ser kolanekê tê kişandin. [3619 uzun_bira] Welê dixuye ko ew li rê ne, ber bi derekî derin. [3620 uzun_bira] Li pey birayan çend xaniyên ko bi lêkirina germenî ava bûne, dixuyin. [3621 uzun_bira] Li ser dîwarê xaniyê hema li pey wan, di nav lewheyeke biçûk de, bi tîpên latînî yên germenî, Galeristrasse, dinivîse. [3622 uzun_bira] Li pey xaniyan jî, dêrek û birca wê dixuye. [3623 uzun_bira] Ken, rawestan û tevgera birayan ne li dijî van avahî û perçên din ên wênê ne, ji bervajiyê, ew hevûdu temam dikin. [3624 uzun_bira] Birayên Bedirxanî, neviyên rêberê kurdan, ji welatê xwe pir dûr, li ser kolaneke Munîxê rawestane û bêyî ko li rojên bê bifikirin, bi çavên germ, li hevûdu dinihêrin û dikenin... [3625 uzun_bira] Birayên Bedirxanî, Celadet û Kamuran, neviyên rêberê kurdan, ji welatê xwe pir dûr, li aşxana Unîwersîta Munîxê rûniştine û bêyî ko li rojên bê bifikirin, bi coş, li hevûdu dinihêrin û dikenin. [3626 uzun_bira] Herduyan jî îmtihanên xwe bi serfirazî dane û derbasî sinifeke nû bûne. [3627 uzun_bira] Celadet dersên ziman, çand û siyasetê dixwîne, Kamuran jî doktora xwe ya hukukê çêdike. [3628 uzun_bira] Roj bi roj, ew dikevin nav civat û çanda Alemanyayê, şirîtiyeke bikêr bi ziman, medeniyet û çanda Alemanî re tînin pê. [3629 uzun_bira] Her çar bira jî dixwînin. [3630 uzun_bira] Safter, birayê biçûk, xwendina xwe ya kîmyayê xelas kiriye û dest bi îhtîsasê kiriye. [3631 uzun_bira] Tevfîk bûye muhendîsê daristanê, dest bi doktorayê kiriye û niha li ber xelaskirinê ye. [3632 uzun_bira] Kamuran ko hê li Stembolê awikat bû, niha, bi xurtî ketiye nav refên kitabxanên Munîxê û li hukuka enternasyonal û ya medenî ya Ewrûpayê hûr dibe. [3633 uzun_bira] Celadet ko ji bêgaviyê terkî welêt kiribû, bi xurtî ketiye nav rûpelên çand, felsefe û edebiyata alemanî û zimanê alemanî û îlmê zimên hîn dibe. [3634 uzun_bira] Ew îro, di dewreke gelekî kambax de, bi xeberên baş, rojeke çê derbas dikin. [3635 uzun_bira] Celadet simbêlê xwe, hinekî, gurtir berdaye. [3636 uzun_bira] Lê rû û bedena wî ya hinekî gir, niha, jartir dixuye. [3637 uzun_bira] Kamuranê ko her jar bû, niha simbêlekî zirav jî, li jariya xwe zêde kiriye. [3638 uzun_bira] Xwarina li ber wan gelekî basîd e; çend serî kartol, çend tîke goştê dewêr ko bi zehmetî tê cûtin û du şûşe bîra Bayernê. [3639 uzun_bira] Ab-brühen, Herr Doktor, Celadet dibêje û qedeha bîrayê radike. [3640 uzun_bira] Noş, birayê ezîz, noş, Lê hê tu li ku, doktorî li ku. [3641 uzun_bira] Na, na zêde nema, bi xêr, ber bi serê salê, ez ê bi nameyeke xweş, mizgîniya doktoriyê bi bavo û kek Sureya bigihînim. [3642 uzun_bira] Eger tu rastiyê bixwazî, bawer bike, ez naxwazim doktor bim jî. [3643 uzun_bira] Ez ê li ko û çawan doktorî û awikatî bikim? [3644 uzun_bira] Ez vê doktoriyê ji bo welêt dikim. [3645 uzun_bira] Lê ka welat li ko ye? [3646 uzun_bira] Em ê çawan herin welêt û li wir bixebitin? [3647 uzun_bira] – Kamuran, birayê min ê hîstenik... ma dinya dê her weha bimîne, çerxa felekê dê her weha bizîvire? [3648 uzun_bira] Şaş mebe, ronahî li pey vê perda tenik a reşahiyê ye, wîcdan ê bi ser keve, mêjî dê, ji xewa kûr, hişyar be. [3649 uzun_bira] – Xwezî... xwezî... heşê min jê tişekî nabire, lê ez dîsan bibêjim xwezî... [3650 uzun_bira] – Bila heşê te jê bibire, ji bîr meke, rojekê ne bi tenê ji şevê, lê ji roj û şevê tê pê. [3651 uzun_bira] Dawiya dawîn, em ê di rojeke pîroz a Xwedê de, tevî van zanîn, tecrube û serpêhatiyên xwe, tevî keser û kêfxweşiyên xwe, vegerin mala xwe... De binoşîne, ji bo te û me. [3652 uzun_bira] Piştî vexwarina bîrayê, Kamuran saeta xwe ya bi kostekê ji berîka êlega xwe derdixe, lê dinihêre û bi lez radibe, [3653 uzun_bira] – Mixabin, ez divê herim, ez dereng mam... [3654 uzun_bira] – Bi ko de? [3655 uzun_bira] Ji Sureya Abê nameyek hatiye, min ê ew ji te re bixwenda, bi ko de derî? [3656 uzun_bira] Kamuran bi tenê dikene û dibêje, »mepirse... çavşînê lê, lê...« û dizîvire, dere. [3657 uzun_bira] Celadet wan çend dilopên dawîn ên bîrayê jî wedixwe û li şêniyên li maseyên doralî dinihêre. [3658 uzun_bira] Çaxa min ew gotin ji Kamuran re digotin, di esasê xwe de, min xwe jî bi wan teselî dikir. [3659 uzun_bira] Ma gotinên qelaw ên li ser xurtî û baweriyê, ji xwediyê gotinan pê ve, dikare kê bixapîne? [3660 uzun_bira] Rewşa me, ne tu rewş bû. [3661 uzun_bira] Rewşa me şerpeze, halê me pêrîşan, neçarî û kambaxiya me bêpayan bû. [3662 uzun_bira] Roj ji rojê xirabtir, bûyer ji bûyerê kirêtir bû. [3663 uzun_bira] Alemanya bi leza birûskê ber bi geliyekî bêbinî gêr dibû. [3664 uzun_bira] Aboriya Alemaniyayê mîna hûtekî, mîna geremola lehiyekê her çi dihate berê dadiqultand. [3665 uzun_bira] Diravê Alemanyayê mark, mîna pelê ber bayê, berfa ber tavê, her roj, her saet, her deqîqe, qîmet winda dikir. [3666 uzun_bira] Dolar, bêpayan buha û bilind dibû. [3667 uzun_bira] Li Alemanya jihevketî û hilweşiyayî tu kar û şixul jî nîn bûn ko meriv bi dest xista. [3668 uzun_bira] Li milekî, li Alemaniyayê rewş weha kambax bû. [3669 uzun_bira] Li milê din, bav û diya min, tevî Mezo, ji Stembolê û Tirkiyê derketibûn û çûbûn Misirê, nik kekê min Sureya. [3670 uzun_bira] Em bi vê yekê kêfxweş bûn; wan xwe ji şûrê ruhistinê ko xelas kiribûn. [3671 uzun_bira] Lê bi çûna wan, kahniya pereyên ko ji me re dihatin şandin jî miçiqîn. [3672 uzun_bira] Carina Saadet Abla û merivên me yên din ji me re hin dolar dişandin, lê ew jî, ji ber aloziya aborî û bankeyên Alemanyayê, nediketin destê me. [3673 uzun_bira] Di ser de û tiştê herî xirab, em nikaribûn vegeriyana Stembolê. [3674 uzun_bira] Li gora nameyên ko dihatin, rewşa siyasî li wir jî gelekî xirab bû. [3675 uzun_bira] Name weha xelas dibûn; gidî, hûn bin, hûn fikir li vegerê nekin... [3676 uzun_bira] Me dê çi bikira? [3677 uzun_bira] Em mîrên kurdan li Munîxê şerpeze bûbûn. [3678 uzun_bira] Navekî giran û mezin li gundekî wêran bû. [3679 uzun_bira] Me dê xwe bi ko de bavêta? [3680 uzun_bira] Kî dê bihata hawara me? [3681 uzun_bira] Felek bi girane û zompan ketibû ser me, mêjî, heş, dil û zikê me dihenciqand. [3682 uzun_bira] Bi taybetî jî zik, zikê bêşerm û teres ko her birçî bû... [3683 uzun_bira] Celadet ji berîka pantolonê xwe pereyên xwe derdixe û lê dinihêre. [3684 uzun_bira] Piştî ko wî heqê xwarin û herdu bîrayan da, pere têra du, te nizanîbû, sê rojan dikir. [3685 uzun_bira] Piştî du-sê rojan? [3686 uzun_bira] Xwedê kerîm e. [3687 uzun_bira] Bi bîhntengî ew ji berîka çaketê xwe pakêta cixarê derdixe û cixareyekê vêdixe. [3688 uzun_bira] Digel neçarî û xizaniyê, bêguman, jiyana xwendevaniyê, xwendevaniyeke weha ko cîhaneke nû li berê vedike, hemû mêjî û dilê wî vedigire, xweş e. [3689 uzun_bira] Lê heta kengê ew ê bikaribe xwe rabigire? [3690 uzun_bira] Ew bi destê xwe yê çepê jî bi kêra li ser masê dilîze û li pirsiyarên weha bingehîn ên jiyana xwe ya Munîxê difikire. [3691 uzun_bira] – Der prinz BedirKhan? [3692 uzun_bira] Celadet serê xwe ji ber masê radike û li aliyê deng dinihêre. [3693 uzun_bira] Jineke ciwan a porzer û çavşîn, bi ken, lê dinihêre. [3694 uzun_bira] Mîna ko Celadet ew dîtiye, lê ew nikare wê derxe. [3695 uzun_bira] – Hûn ne Mîr Celadet in? [3696 uzun_bira] Jina ciwan, bi alemanî, jê dipirse. [3697 uzun_bira] Celadet bi serî bersiva wê dide û li çavên wê dinihêre. [3698 uzun_bira] Wî ev jina hanê ko çavên wê mîna zeryayekê stûr û şîn in, li ko dîtiye, ew wê ji ko dinase? [3699 uzun_bira] Monîka... jinik dibêje. [3700 uzun_bira] Celadet, ji nişka ve, radibe pê û diqîre, [3701 uzun_bira] Fräulein Karlfeld... Monika Karlfeld! [3702 uzun_bira] Fräulein Karlfeld... Monika Karlfeld. [3703 uzun_bira] Gava Celadet û Monika ji trênê peya dibin, ew wê bi Safter û Pelîkana ko li hêviya wan in, dide nasîn. [3704 uzun_bira] – Monîka li unîwersîtê doktora felsefê çêdike... serpêhatiya min û Monikayê gelekî balkêş e. [3705 uzun_bira] Ez ê ji we re behs bikim. [3706 uzun_bira] Di rojeke pir xweş a havîna 1923-an de, Celadet û Monika, li istasyona trênê ya Dikerteyê peya dibin. [3707 uzun_bira] Çaxa ew ji trênê peya dibin, tîrêjên xurt û rengîn ên tavê çavên wan digirin. [3708 uzun_bira] Piştî hevûdunasîn, hembêz û silavan, Celadet û Safter radihîjin walîzan û ew bi rê dikevin. [3709 uzun_bira] Celadet û Monika dê, ji bo çend rojan, mêvanên Safter û Pelikanê bin da ko ji keft û lefta bajêr û zehmetiyên xedar ên jiyana rojane, piçkekî, bi dûr kevin. [3710 uzun_bira] Safter û Pelikan li gundekî biçûk û şêrîn dijîn. [3711 uzun_bira] Ji ber nexweşiya Safter, wan xwe ji bajarê mezin, lez û beza jiyana bajêr vekişandine û hatine li gundekî bêdeng û aram ko nêzîkê bajêr e, bi cîh bûne. [3712 uzun_bira] Safter, hema çi bigire, hertim, nexweş e. [3713 uzun_bira] Carina ew bi zekemê dikeve, carina serma digire, carina bi kuxikê dikeve. [3714 uzun_bira] Digel ko ew gelekî girs û lihevhatî ye, bedena wî mîna şitila ber avê, zîz û tenik e. [3715 uzun_bira] Celadet û Safter li kêleka hevûdu, Monika û Pelikan jî, çend gav, li pêşiya wan, li ser riyeke pir xweş û hêşîn, dimeşin. [3716 uzun_bira] Herdu aliyên rê bi daran tijî ne. [3717 uzun_bira] Rê mîna tabloyeke resamekî hoste li ber wan dirêj dibe û dere. [3718 uzun_bira] Dar, tîmsala dem, dewr û heyaman, ko piraniya rojên salê tazî û stûxwar in, niha, bi hemû bedewiya xwe ya havînê, bi hemû hêşinahî û zelaliya pelên xwe yên spehî û bi comerdî, rê nîşanî wan dide. [3719 uzun_bira] Tav û tîrêjên wê, bi şewqeke rengîn, li ser eniya Celadet û Safter dibiriqe. [3720 uzun_bira] Bîhneke xweş ji hawirdor difûre; tabîatê kirasê xwe yê rengîn li xwe kiriye û direqise. [3721 uzun_bira] – Celadet Abi, tu westiyayî? [3722 uzun_bira] Tu dixwazî, em hinekî bîhna xwe berdin? [3723 uzun_bira] – Na Safter, Celadet dibêje. [3724 uzun_bira] Eger tu newestiyayî, ez newestiyame. [3725 uzun_bira] Jixwe ez bawer im, riya me jî zêde nema. [3726 uzun_bira] – Na, piştî vê riyê, em xwe digihînin erebê. [3727 uzun_bira] – Safter, min kitabên şiîrên fransizî jî bi xwe re anîne, eger me keys hebû, em li ser hinan bixebitin. [3728 uzun_bira] – Bêguman... bi rêberiya te, em ê gelek şiîrên hêja wergerînin zimanê kurdî ko pir hewcedarê vejîn û nûjeniyê ye... [3729 uzun_bira] Dawiyê, te gotin anî ser wan rojan... dawiya dawîn, te gotin bir û anî û li dora mirinê gerand, gotina edebî bi mirinê gîhand... Safter mir... Sê sal bi dû wan rojên ko tu niha bi gotinên edebî taswîr dikî re, li nexweşxaneyeke Munîxê, di odeyeke sar de, serê wî li ser çoga Pelikanê, Safter çavên xwe, bêveger, girtin. [3730 uzun_bira] Ji Pelikanê pê ve tu kes li nik wî nebû. [3731 uzun_bira] Ne ez, ne birayên min ên din, ne xweha min, ne bav û diya min û ne jî ji malbata me ya bêhesab mezin kesek... Hingî ez û Kamuran li Lubnanê, kekê min Sureya li Misirê, dê û xweha min li Stembolê û bavê min jî... bila gotin, gotinê veneke, gotin li gotinê zêde nebe... [3732 uzun_bira] Safter, bira, heval û alîgirê min ê jînê, bi qewlê Amojna Sitî, roniya çavê min, di wê xortiya xwe ya bedew de, çû, -bêyî ko xatir bixwaze, bêyî ko li me, nemaze li min bifikire. [3733 uzun_bira] Nexweşiyeke zirav û teres ew bir diyarê rehmetê. [3734 uzun_bira] Mirina Safter ez jî kuştim. [3735 uzun_bira] Tê gotin ko meriv carekê dimire. [3736 uzun_bira] Na, ev ne rast e. [3737 uzun_bira] Meriv du caran, mîna min, pir caran, car bi car jî dimire. [3738 uzun_bira] Bi du mirina Safter re, ez gelek carên din jî mirim. [3739 uzun_bira] Lê cara yekemîn, ez bi Safter re mirim, nîvê dilê min jî pê re çû axa axretê. [3740 uzun_bira] Safter ko ewçend li ser xwe, ewçend lihevhatî bû, ewçend ji sporê, boksê, hespan, nêçîrê, masî û masîvaniyê hez dikir, ewçend dilê wî ji bo kurdan, welatê wan, zimanê wan davêt, ewçend ji însan û însanetiyê hez dikir, nikarîbû xwe li hember nexweşiyên basîd û biçûk, mîna serma û bronşîtê, rabigirta. [3741 uzun_bira] Wî agir bi dilê me xist û çû. [3742 uzun_bira] Di rojeke şilî ya çila Alemanyayê de, Pelikan, bav û diya wê û du hevalên Safter ên alemanî, bi tenê ev merivên bi qasî tiliyên destekî, bedena Safter a çeleng, bi bêdengî, li bin axa şil û sar a Heidelbergê veşartin. [3743 uzun_bira] Mirin li kal û pîrîtiyê tê. [3744 uzun_bira] Kal û pîrîtî heyama pêşîn a mirinê ye. [3745 uzun_bira] Gava beden, gav bi gav, xwe ji xewa ebedî re hazir dike, kal û pîr bi deng û pejnên mirinê dihesin. [3746 uzun_bira] Lê ya yekî nola Safter ko ewçend ji mirinê dûr bû?.. Ez çi bibêjim? [3747 uzun_bira] Di wan rojên ko tu niha behs dikî de, birayê me Tevfîk xwendin û doktora xwe temam kiribû, ji me xatir xwestibû û vegeriyabû Stembolê. [3748 uzun_bira] Wî riyek, li gora xwe, dabû ber xwe. [3749 uzun_bira] Safter jî xwendina xwe temam kiribû. [3750 uzun_bira] Lê ew venegeriyabû. [3751 uzun_bira] Mîna niha tê bîra min, Safter weha gotibû; »ez ê çawan kekên xwe Celadet û Kamuran terk bikim û herim? [3752 uzun_bira] Em ê, bi hev re, ji bo ziman, çand û edebiyata kurdî bixebitin.« Ew û Pelikanê mabûn. [3753 uzun_bira] Lê xwezî ew biçûna Stembolê, heye ko hawa Stembolê lê bihata... [3754 uzun_bira] Herwekî ko te jî got, di wan rojan de, Safter û Pelikan li gundekî gelekî xweş dijiyan. [3755 uzun_bira] Bîhna min jî teng, zikê min birçî, dilê min bi kul bû. [3756 uzun_bira] Pere nîn bû, nan û xwarin nîn bû, araq û vexwarin nîn bû, cixare û qelûn nîn bû, kar û şixul nîn bû, xeber û nûçeyên baş nîn bûn. [3757 uzun_bira] Tu tiştekî ko hinekî bîhna min veda, ez kêfxweş bikirama, nîn bû. [3758 uzun_bira] Dolarekê hilkişiyabû duwanzdehezar markan. [3759 uzun_bira] Xwarin û vexwarinê jî li gora vê nispetê kirasekî ji agir li xwe kiribû. [3760 uzun_bira] Xwarina min jî, li gora rewşê, daketibû vî halî; nan û kartol, av û kartol, kartol û av, kartol û kartol!.. Û min dest pê kiribû cil û berg û kincên xwe difirotin da ko min bikaribiya ew kartol jî peyda bikira. [3761 uzun_bira] Çakêt û pantolên min, roj bi roj, kêmtir dibûn. [3762 uzun_bira] Di halekî weha de, çaxa min keys didît, ez diçûm gund, nik Safter û Pelikanê da ko min hinekî bîhna xwe berda. [3763 uzun_bira] Di wan rojên gund de, ez û Safter her li ser çand, edebiyat û zimanê kurdî dipeyivîn. [3764 uzun_bira] Ji bo dewrên bê, me plan û proje çêdikirin. [3765 uzun_bira] Safter her dixwest ko me şiîrên fransizî wergerandina zimanê kurdî. [3766 uzun_bira] Me hin rêz, bi hev re wergerandin, lê wî tu carî wergerên weşiyayî, şiîrên fransizî bi kurdî, nedîtin. [3767 uzun_bira] Ev daxwaza wî jî bû kulekî û kete hundirê min. [3768 uzun_bira] Mîna gelek aliyên jîna me, keser û bextiyariyên me jî cêwî ne. [3769 uzun_bira] Bi kesera Safter û daxwazên wî yên qurmiçî, min ew şihîrên ko me bi hev re dixwendin, wergerandin kurdî û di kovarên xwe de weşandin. [3770 uzun_bira] Çaxa min kovara xwe Hawar di destpêka salên 30-an de, weşand, di hejmarekê de, li ser wergera şiîrekê (eger ez ne şaş bim, hejmarek ji yên 30-an bû), min weha nivisî; [3771 uzun_bira] »Sefdo, lawecan! [3772 uzun_bira] Di sala hezar û neh sed û bîst û didowan de em hatibûn Mûnîxê. [3773 uzun_bira] Ez û kekê te Kamiran. [3774 uzun_bira] Em şikiyabûn. [3775 uzun_bira] Zora me çûbû. [3776 uzun_bira] Felekê poşikê reş kêşabû ser qedera Kurdistanê. [3777 uzun_bira] Êdî di warê siyasetê de tu hêvî nemabû. [3778 uzun_bira] Me tev de digot: Ziman, xwendin û nivîsandina zimanê me; bi tîpên xweser, bi tîpên kurdî. [3779 uzun_bira] Belav kirina kitêb, kovar û rojnaman. [3780 uzun_bira] Min ji çiyayên Refanê ji te re elfabeke kurdî anîbû. [3781 uzun_bira] Tu hînî wê dibûyî. [3782 uzun_bira] Te digot; ez gelek kêfa xwe ji şiîreke Elfred de Vinyî re ditînim: Mirina Gurî. [3783 uzun_bira] Rojekê ez ê wê wergerînim kurmanciyê û wê belav bikim.- [3784 uzun_bira] Ev deh, dwanzdeh sal in, kitêb û kovar bi zimanê kurdî û bi tîpên kurdî têne belav kirin. [3785 uzun_bira] Lê felekê tu beriya wan belav kirî. [3786 uzun_bira] Feleka bextreş, mîna Kurdistanê poşîke reş û tarî kişande ser canê te yê tenik û çeleng jî. [3787 uzun_bira] Bi hêviya ko giyanê te yê pak pê bihese û pê şa bibe, ev e, min -Mirina Gurîwergerande kurdmanciyê û pêşkeşî giyanê te kir...« [3788 uzun_bira] Min, gotin bi gotin, weha nivîsî û ew pêşkeşî tevî şiîrê weşand. [3789 uzun_bira] Hingî, bi tenê hingî, min xwe, bi qasî mistekê, bextiyar hîs kir. [3790 uzun_bira] Lê bi dû re, dîsan bîhna mirinê dor li min girt. [3791 uzun_bira] Bîhna mirinê dor li Munîxê girtiye. [3792 uzun_bira] Bajarê huner û musîkê, die weltstad mit herz, niha dilê xwe ji kîn û nefretê, ji mirin û kuştinê re vekiriye. [3793 uzun_bira] Bajarê kêfê, niha, bûye bajarê keserê. [3794 uzun_bira] Tava ko jixwe pirî caran winda ye, niha, yekcar ji bajêr xatir xwestiye, Bajar, avahî, qesr, dêr, birc, heykel, kolan û navendên wî yên çand û hunerê, di bin ewrên tarî û girtî de, niha, şahîdî li esebiyetê dikin. [3795 uzun_bira] Bîhna xwîn û mirinê dor li avahiyên spehî yên barok û gotîkê digire. [3796 uzun_bira] Bajarê kevnar ko bi rengekî qurşûnî xwe xemilandiye û bûye navenda hunera germenî, niha, kesertijî û bêhuzûr e. [3797 uzun_bira] Cîhan, Alemanya, Munîx û Celadet rojên pir dijwar derbas dikin. [3798 uzun_bira] Bîhn li wan çikiyaye. [3799 uzun_bira] Alemanya ko ji ber krîza nedîtî ya aboriyê li ber întixarê ye, bi bûyerên siyasî û civakî diçelqe. [3800 uzun_bira] Alemanya, navenda Awrûpayê, li pey riyên nû û çareyên saxbûnê ye. [3801 uzun_bira] Herkes ji hev dipirse; wohin? [3802 uzun_bira] Bi ko de? [3803 uzun_bira] Alemanya bi ko de diçe? [3804 uzun_bira] Çare? [3805 uzun_bira] Digel ko hê çare ne xuyane, alemanî didin pey tevgereke nû; nasyonal sosyalîzm. [3806 uzun_bira] Nasyonal sosyalîzm ko bi kurtî jê re dibêjin »tevgera nazîst«, bi fikir û gotinên nû, bi tevger û awirên ecêb, bi çavsorî û cesareteke dînî bala hemû alemanan dikişîne. [3807 uzun_bira] Li mezintirîn bajarên Alemanyayê, Berlîn û Munîxê ko bingehên wan ên herî qaîm în, ew pêl bi pêl fireh dibin. [3808 uzun_bira] Tevî ko dewlet û dezgehên wê yên kevn li ber xwe didin, li Munîxê, ev tevgera nû, pêl bi pêl bajêr vedigere. [3809 uzun_bira] Îro, nehê meha dehan a 19 [3810 uzun_bira] 23-an e. [3811 uzun_bira] Bajar hê jî radizê. [3812 uzun_bira] Berbang hêdî hêdî zora şevê dibe û stêrkan bi dûr dixe. [3813 uzun_bira] Hûnikahî, bayê ber destê sibê, xwe bi oda biçûk a Celadet jî digihîne. [3814 uzun_bira] Celadet ranezaye. [3815 uzun_bira] Paltoyê wî yê reş li ser milên wî, ew li ber masa biçûk rûniştiye û bendeke biçûk, ji bo rojnameyeke alemanî, dinivîse. [3816 uzun_bira] şûşa şarabê ya li ser masê vala ye. [3817 uzun_bira] Qelûneke reş a vemirî, stûxwar, mîna şûşê bêkêr, di nav xwelîdankê de ye. [3818 uzun_bira] Ferhengeke mezin a alemanîfransizî, deftera ko Cananê dabûyê û çend kitabên din, tiştên serê masê temam dikin. [3819 uzun_bira] Mîna bajarê Munîxê, Celadet jî esebî, bêhuzûr, eciz û bêgav e. [3820 uzun_bira] Wî ji oda xwe ya biçûk a li ser Galeri strassê bar kiriye û hatiye vê oda biçûk. [3821 uzun_bira] Odeyên biçûk, teng, bêhewa û bêronahî bûne para wî. [3822 uzun_bira] Oda wî, na ne oda wî, mala wî, bi tenê çar gav in. [3823 uzun_bira] Mîna çira Aladdîn, cîhaneke pir fireh ketiye nav vê oda çargavî; cil û bergên wî, kitab û defterên wî, jiyan û tecrubên wî hemû di nav vê oda teng, nizm, sar û tarî de ne. [3824 uzun_bira] Ew di vê odê de xwe mîna şêrekî ko ketiye nav qefesekê hîs dike. [3825 uzun_bira] Lê ew dikare çi bike, çi ji destê wî tê? [3826 uzun_bira] Ew, derketiyê welêt, roj bi roj, dikeve, mîna ko ew di nav bîreke bêbinî û tarî de be, ew her ber bi jêr dibe. [3827 uzun_bira] Xeberên Stembolê yekcar nexweş û kirêt in. [3828 uzun_bira] Berî niha bi çendekê, Saadet Abla jê re nameyeke dirêj a dilsoj şandibû û tê de weha gotibû; »Bu satýrlarý gözyaşlarýyla yazýyorum...« û nama xwe bi van rêzên tarîxî ko jiyana Celadet û berê rûpelên Bîra Qederê bi aliyekî nû dida, xelas kiribû; »mixabin, hezar mixabin, êdî riya te girtiye...« Rejîma nû ya Tirkiyê, serekiya Mistefa Kemal Paşa, vegera Turkiyê li wan qedexe kiriye. [3829 uzun_bira] Mistefa Kemal Paşa, xebat û tevgerên Emîn Alî Beg û gera Celadet û Kamuran a welêt ji bîr nake, bav û herdu birayan li dijî xwe tehlûke dibîne û bi tu şertî li vegera wan razî nabe. [3830 uzun_bira] Mistefa Kemal Paşa îro desthilat e û desthilatî bi zimanê xwe yê taybetî dipeyive. [3831 uzun_bira] Li milekî ev... lê li milekî jî Canan, nebûn û windabûna wê... Mîna ko ew ketibe heft qat binê axê, Canan bi carekê winda bûbû. [3832 uzun_bira] Jê ne deng û hes, ne nivîs û nameyêk dihat. [3833 uzun_bira] Berî ko ew li Stembolê ji hevûdu veqetin, wan gotina xwe kiribû yek; heta ko rewşa Celadet baş diyarbûya, ew ê ji hev veqetî bijiyana. [3834 uzun_bira] Lê gava ko rewş diyar bû, wan ê, îlam, xwe bigihandina hev. [3835 uzun_bira] Heta hingî jî wan ê, hertim, name ji hev re binivîsa. [3836 uzun_bira] Çaxa navnîşana Celadet kifş bû, wî dê nameyek ji wê pansiyona Caðaloðluyê re bişanda. [3837 uzun_bira] Hevalê Celadet, kurê xwediyê pansiyonê, dê name bi Cananê bigihanda. [3838 uzun_bira] Bi vî awayî, haya wan ê ji hev hebûya. [3839 uzun_bira] Bi kurtî, qewlê wan weha bû. [3840 uzun_bira] Celadet ne bi tenê nameyek, gelek name nivisîn, lê wî tu bersiv wernegirtin. [3841 uzun_bira] Wî ji nas, heval û dostên xwe yên Stembolê jî alîkarî xwestibû ko ew şopa Cananê hildin. [3842 uzun_bira] Lê Canan winda bû. [3843 uzun_bira] Ew hew diçû xwendegehê, hew li mala bavê bû, hew li wan cîhên nas bû. [3844 uzun_bira] Ew nîn bû, lê gotin li serê gelek bûn; hinan digotin ko wê daye pey zabitekî tirk û pê re çûye Ankarê, navenda rejîma nû ya Tirkiyê. [3845 uzun_bira] Hinan digotin, ew bi yekî boşnak re zewiciye û bi hev re çûne Saraybosnayê. [3846 uzun_bira] Li gora hin xeberên din jî, ji bo xwendina bilind, ew çûbû Parîsê. [3847 uzun_bira] Bêxeber û şop, wê xwe winda kiribû... Celadetê ko pirî caran bi xewnên Cananê ji şevên sar ên Munîxê hişyar dibû, dikir, nedikir, nikarîbû riya ko diçû nik yara şevên spî yên Stembolê, bidîta. [3848 uzun_bira] Bîhntengî ne bi tenê ev bûn, heta qirikê ez ketibûm nav bîhntengiya derd û keseran. [3849 uzun_bira] Ez kotî bûbûm... Di wê gera me ya welêt de ko êdî jîn û qedera min xistibû ser riyeke nû; vegera mala germ, ocaxa hebûn û jînê li min qedexe kiribû, rojekê, li gundekî Kilîsê ko em jê dibihurîn, pîrejinekê, li ser halê kurdan weha gotibû; Ce keran şamî dike, mesqel şûran misrî dike, xizanî mêran kotî dike. [3850 uzun_bira] Bi qewlê vê jina porspî ya dûrbîn, xizaniyê ez kotî kiribûm... Bila yeqîna te ji Xwedê hebe, min ew oda çargavî jî, bi hezar zehmetî peyda kir û bi hezar zehmetî heqê wê dida. [3851 uzun_bira] Tunebûn û windabûnê dor li min girtibû û roj bi roj cîh li min tengtir dikir. [3852 uzun_bira] Ez, derketiyê welêt, roj bi roj diketim, dibûm kotî û ketî. [3853 uzun_bira] Rewş ewçend xirab bûbû ko min êdî nikarîbû cixare jî peyda bikiriya. [3854 uzun_bira] Min cixare dijmartin û dikêşandin. [3855 uzun_bira] Kêşana cixarekê bûbû kêfxweşî û serfiraziya herî mezin. [3856 uzun_bira] Di wan rojan de, tiştê ko herî zêde min dixwest, wexwarin bû, vexwarina araqê. [3857 uzun_bira] Lê ew jî bi dest nediket. [3858 uzun_bira] Min dixwest vexwara, heta serxweş bûma, her tiştî ji bîr bikira, vexwara. [3859 uzun_bira] Ew rojên me yên peşîn ên Munîxê, rojên xwarin û vexwarin, konser û restoranan, bûbûn xewneke mijdar. [3860 uzun_bira] Wê şeva ko ez heta sibê rûniştim, min şûşeyeke şarabeke nexweş a sor peyda kiribû. [3861 uzun_bira] Heta sibê, min ew hêdî hêdî, dilop bi dilop, vexwar. [3862 uzun_bira] Lê min tu tişt ji bîr nekirin, ji bervajiyê, tiştên nexweş ko min ji bîr kiribûn, hatin bîra min. [3863 uzun_bira] Şarabê ez ji derd û keseran rizgar nekiribûm, bîlakîs, ez kiribûm girtî û dîlê wan. [3864 uzun_bira] Min hal û hewalê xwe yê zîz, roj bi roj, carina bi kitekitan, derbasî wê deftera ko Cananê dabû min, dikir. [3865 uzun_bira] Ew çend rêzên biçûk ên wê defterê têra salixdana wan rojên dûjehê dikirin. [3866 uzun_bira] Min debara xwe bi çi dikir? [3867 uzun_bira] Min hin bendên biçûk dinivîsîn, carina heftê saetek-du saetan dersên zimanê kurdî û tirkî didan, tevî Kamuran, ji Stembolê mehfûr û xalîçe didan anîn û ew difirotin. [3868 uzun_bira] Ez rojnamevan bûm, dilê min pê re bû û li Alemanyayê tê de, herçî ne zêde bû jî, qezenc hebû. [3869 uzun_bira] Ji bo kovar û rojnameyên alemanî, min carina li ser çîrokên Mele Nesredîn, tarîxa kurdan, edet û ûsilên wan ên kevn, neçîr û nêçîrvaniya wan, bendin dinîvîsîn. [3870 uzun_bira] Li vir ez serpêhatiyeke xwe jî bibêjim; di wan rojan de, carekê, ez bûm milyoner jî. [3871 uzun_bira] Na, ne milyoner, milyarder. [3872 uzun_bira] Na, ne milyarder jî, bilyoner... Saadet Abla û nasekî min ê din çend dolar ji min re şandibûn û piştî xebateke dijwar, min ew dolar wergirtibûn û qulipandibûn ser markê. [3873 uzun_bira] Û ew çend dolarên min bûbûn çend bilyon! [3874 uzun_bira] Ez bûbûm bilyoner, lê bilyonerekî neçar û xizan! [3875 uzun_bira] Deriyê oda Celadet, bi hêdîka, du caran, lêdikeve. [3876 uzun_bira] Kî ye? [3877 uzun_bira] Di vê destê sibê de, kî tê oda wî? [3878 uzun_bira] Safter? [3879 uzun_bira] Kamuran? [3880 uzun_bira] Monika? [3881 uzun_bira] Ew derî vedike. [3882 uzun_bira] Hevalekî wî yê aleman, di destan de rojnameyekê, bi heyecan, li ber derî rawestaye. [3883 uzun_bira] Hevalê wî dibêje, »gotten morgen«, rojnama destê xwe dide Celadet û derbasî hundir dibe. [3884 uzun_bira] Celadet li rojnamê dinihêre. [3885 uzun_bira] Xebereke tarîxî, bi tîpên germenî, nîvê rûpelê dagirtiye; Hîtler hikumeta alemanî hilweşandiye û hikumeteke nû ya neteweyî ava kiriye. [3886 uzun_bira] Celadet, bi heyecan, xeberê dixwîne. [3887 uzun_bira] Hitler, demançe di destan de, alîgirên wî li pey, bi darê zorê, meclîs û hikumet têk biriye û desthilatiya xwe îlan kiriye. [3888 uzun_bira] Alemanya dikele. [3889 uzun_bira] Celadet û hevalê wî ji odê derdikevin. [3890 uzun_bira] Di rojeke weha de Celadet ê di oda teng de çi bike? [3891 uzun_bira] Celadet dere unîwersîtê. [3892 uzun_bira] Unîwersîte dikele, xwendevan di nav heyecaneke bêpayan de ne. [3893 uzun_bira] Ders rawestane, mamosta nehatine, yan jî nexuyane. [3894 uzun_bira] Celadet li wir Kamuran, birayê xwe yê şoreşger, dibîne. [3895 uzun_bira] Kamuran tevî xwendevanan bûye, bi heyecan ji Celadet re, behsa serhildan û guherînên nû dike. [3896 uzun_bira] Herdu bira ji xwendegehê derin Kahnihall-ê, warê şêniyan. [3897 uzun_bira] Kahnihall jî mîna xwendegehê dikele. [3898 uzun_bira] Ew li wir Safter, bi tesadufî, dibînin. [3899 uzun_bira] Di rojeke weha de wî xwe ranegirtiye û daketiye bajêr. [3900 uzun_bira] Hersê bira, bi du bisiklêtan, Celadet û Safter li ser bisiklêta Safter, Kamuran jî li ya xwe, li bajêr digerin. [3901 uzun_bira] Tarîx li ber çavên wan tê nivîsîn, rûpeleke nû ya tarîxî li nik wan dest pê dike. [3902 uzun_bira] Ew, zarokên serhildanan, naxwazin rû ji şahîdiya tarîxê badin. [3903 uzun_bira] Bi qasî çend saetan ew li bajêr, bi hev re, digerin, paşê tên oda Celadet. [3904 uzun_bira] Ji gotin û xeberdanê bêtir, ew rojnaman dixwînin da ko rûdana bûyeran baş têbigihên. [3905 uzun_bira] Piştî nîvroyê, Kamuran û Safter derin. [3906 uzun_bira] Celadet jî deftera xwe ya biçûk vedike û bûyerên danê sibê dinivîse. [3907 uzun_bira] Lê bûyer neqediyane, ji bervajiyê nû dest pê dikin. [3908 uzun_bira] Ew hê bi rêzên pir basîd bûyeran dinivîse, hevalekî wî yê din tê. [3909 uzun_bira] Hevalê wî yê aleman bi heyecaneke mezin û kelgirî dibêje; [3910 uzun_bira] -»das blut... blut... xwîn diherike, li Odeonplatzê xwîn diherike...« [3911 uzun_bira] Celadet ko li ser xwarina xwe ya kartolan e, bi carekê radibe û berê xwe dide Odeonplatzê. [3912 uzun_bira] Dor li Odeonplatzê hatiye girtin. [3913 uzun_bira] Li hin aliyên meydanê kuştî li erdê dirêj bûne, li serê her kuçeyê otomobîlên eskerî yên bi zirx û mîtralyoz li hêzên Hîtler didin. [3914 uzun_bira] Ordiya ko bi dewlet û hikumeta Alemanyayê girêdayiye, serhildana tevgera nazîstan dişkîne. [3915 uzun_bira] Adolf Hîtler û hevalên wî li ber xwe didin, lê wan şikestên xedar xwarine, ew mîna pelên payizê ji hev dikevin û hildiweşin. [3916 uzun_bira] Teqîn e, Odeonplatz bi dengê çek, mîtralyoz û topan olan dide. [3917 uzun_bira] Dûman û bîhna barûdê ji meydên radibe. [3918 uzun_bira] Celadet li kêleka koşeyeke kolaneke teng radiweste û li meydên û xaniyên doralî dinihêre. [3919 uzun_bira] Tevgereke boş a mirin û kuştinê, bi dengên boş, dor li meydên girtiye. [3920 uzun_bira] Bi qasî pêncî mîtro ji Celadet dûr, li ber devê koşeyekê, eskerekî, bi qîrîn, hildiweşe û dikeve. [3921 uzun_bira] Esker li erdê xwe dilivîne. [3922 uzun_bira] Kes naçe ser wî. [3923 uzun_bira] Ji xaniyê jor ê li ser kolana Celadet dengê musîkeke klasîk, pir bilind, tê. [3924 uzun_bira] Di nav hemû dengan de, Celadet guh dibe ser dengê musîkê jî. [3925 uzun_bira] Di nav dengên nalîn û şehwetê de, Celadet guh dibe ser dengê musîka klasîk a Gustave Mahler jî. [3926 uzun_bira] Dengê musîka Mahler, bedew, bi dûzan û awazeke xweş, hêdî hêdî, bilind dibe. [3927 uzun_bira] Hemû deng, hemû awaz, hemû aletên musîkê, di nav ahengeke pir xweş lihevhatî de ne. [3928 uzun_bira] Hemû bi hev re musîkeke bêpayan tînin pê ko heş dike sermest, dil dike aram. [3929 uzun_bira] Celadet bi hêdîka çavên xwe vedike û li çavên mezin ên Monikayê dinihêre. [3930 uzun_bira] Çavên wê, kahniya hez û hezkirinê, mîna du stêrkan dibiriqin. [3931 uzun_bira] Çav mîna zeryayekê ko bi tîrêjên tavê dibiriqe, ewçend boş û xweş dikenin. [3932 uzun_bira] Di çavên Monikayê de kahniya heyecanê, zerya hezkirinê dixuyin. [3933 uzun_bira] Celadet, bi germahiya ruh û dilê agir pêketî, bi kûrahiya heyecana hezê, li sîng û berê ciwan, porê zer, çavên zerya û lêvên xurme dinihêre. [3934 uzun_bira] – Paseratta mia, mia... Celadet bi nalîn dibêje. [3935 uzun_bira] Monika bêdeng dikene, xwe li ser Celadet xwar dike û lêvên wî dixe nav lêvên xwe. [3936 uzun_bira] Agir bi lêvan dikeve, agirê ko bi lêvan dikeve, xwe pêl bi pêl, bi hemû bedenê digihîne. [3937 uzun_bira] Dilê Celadet ê agir pê ketiye, niha diçirûse, jê çirûsk difirin. [3938 uzun_bira] Bedena Monika ya germ û nerm Celadet radipêçe, vedigire. [3939 uzun_bira] Agir ji bedena Celadet radibe. [3940 uzun_bira] Monika tiliyên herdu destên xwe, pêhit, dixe nav tiliyên Celadet û wan diguvişîne. [3941 uzun_bira] Monika, jina bexçê evînê, yara coşên bilind, dixwaze herdu bedenan bike yek, hilm, bîhn, deng û pejnên bedenan bi hev ve girêbide. [3942 uzun_bira] Tîrêjên tava danê êvarê yên mor ji serê çiyayên Alpê xwe digihînin oda wan. [3943 uzun_bira] Ode di nav ronahiyeke sor de ye. [3944 uzun_bira] Pencera odê heta dawiyê vekiriye û bayekî sivik ê paqij tevî germahiya odê dibe. [3945 uzun_bira] Monika û Celadet, ji bo hefteyekê, hatine gundekî tenha, sakîn a Swisrê ko di nav gelî, lehî, dahl, gol û çiyan de ye; Sils Maria. [3946 uzun_bira] Dinya germ, heyam havîn e. [3947 uzun_bira] Lê hawa paqij a zozanan hênik e. [3948 uzun_bira] Monika ko felsefe xwendiye û li ser riya feylesofiyê ye, Celadet jî wergirtiye û bi hev re hatine warê filîzofekî mezin; Friedrich Nietzsche. [3949 uzun_bira] Monika ko hemû berhemên Nietzsche xetim kirine, ne bi tenê li pey bîr û dîtinên wî ye, lê ew ketiye pey şopên jiyana wî jî. [3950 uzun_bira] Niha ew hatine gundê biçûk ko Nietzsche havînan dihatê. [3951 uzun_bira] Wan odeyek li maleke pensiun private ko pişta xwe daye çiyan û xwediyê bexçeyekî xweş û bîreke lêkirî ye, kirê kirine û rojên xwe, ji bilî xwendina berhemên Nietzsche, guhdarîkirina musîka Mahler û yekkirina bedenan, bi gera nav dar û daristan, dahl û newal, gol û çeman ko Nietzsche car bi car ziyaret kiribûn, derbas dikin. [3952 uzun_bira] Me dabû pey şopa Nietzsche, hem bi bîr û bawerî hem bi can û dil. [3953 uzun_bira] Nietzsche, nivîskar û feylesofê siûdxirab û keserkûr, piştî salên dirêj ên bêdeng û tarî, di destpêka salên 20-an de, bi carekê, bûbû stêrka esmanên filîsofiyê û çirûska heviyê ko meriv li peyê bûn. [3954 uzun_bira] Nietzsche, xwediyê bedena ecêb jar û fikra ecêb xurt, mîna gelek kesên din, pir tesîr li min jî kir. [3955 uzun_bira] Her gotinekî wî mîna lehiyekî gur, her dengê wî yê ko ji nav rûpelan bilind dibû, mîna newaleke kûr, her fikreke wî mîna çiyayên Alpê bilind bû. [3956 uzun_bira] Nietzsche, qedera wî ya keserkûr, tenêtiya wî ya bêpayan, derketî û ketîbûna wî ya bêtaswîr, armanc û hedefên wî yên bilind, pir bilind, li min û qedera min dihat. [3957 uzun_bira] Mîna gelek kesên din, min jî digot; Nietzsche ji bo min, qedera min, welat û gelê min nivisiye. [3958 uzun_bira] Wî »Ecce homo«, » Also sprach Zarathustra« û eserên xwe yên din ji bo min, bi tenê ji bo min nivîsîbûn. [3959 uzun_bira] Ma gotina Nietzsche ya fransizî ko wî her digot, décadent, ketî, ne gotina umrê min û qedera miletê min bû? [3960 uzun_bira] Ma rûpelên »Also sprach Zarathustra« ez nedigîhandim reh û rêçên min ên windabûyî? [3961 uzun_bira] Ma gotinên wî huwiyeta min a piralî, ruhê min ê peregende nedidan ber zompan? [3962 uzun_bira] Nietzsche ez bûm, ez Nietzsche bûm... çaxa rûpelên wî, tevî musîka [3963 uzun_bira] Mahler, ez dibirim serê çiyayên cîhana wî ya taybetî, rengîn û dîn, ez weha difikirîm. [3964 uzun_bira] Mahler, musîka Mahler, pêwendiya dengê musîkê û dengê ruh û dil jî dîsan, bi xêra Nietzsche, bûn pardarên jîna min. [3965 uzun_bira] Mahler, heval û hostayê Nietzsche, dijmin û vajiyê wî, ruhê min ê pêldar, bi saya Nietzsche, hînî aramî û ahengê kir. [3966 uzun_bira] Her çawan tiliyên min ên qelaw û bipirç pişta nerm a mîna masiyan difirkand, musîka Mahler jî ruhê min difirkand. [3967 uzun_bira] Ez, neviyê Mîr Bedirxan, şagirtê Ovidius, xwendevanê edebiyat û medeniyeta fransizî, hîn dibûm, min dîsan dest bi şagirtiyê kiribû; ez hînî ketî û kotîbûnê, neçarî û xizaniyê, ruhê daketî û şikestî yê alemanî, bedena nerm a genimî û daristanên wê yên şil û zer, felsefe û edebiyata comerd a germenî dibûm. [3968 uzun_bira] Ne bi tenê Nietzsche, tevî wî, min Goethe û Bîsmark jî dixwendin. [3969 uzun_bira] Nietzsche, Goethe û Bîsmark di wan rojan de, ji her tiştî bêtir, ji her kesî zêdetir, dibûn alîgirê min, dibûn dermanê ruhê min ê birîndar. [3970 uzun_bira] Gotinên Nietzsche mîna şûrê ji kalanan kişiyayî, bi hêz, bi dîsîplin, her bi xof û hilawestî bû. [3971 uzun_bira] Gotinên Goethe, yên mîna »uns umspülen hunderttausend wogen, alles reizt uns, mancherleri gefaellt«, mîna hewreşîma herî nerm û tenik, bi stranên bedew ên xewnan, dilê min difirkandin. [3972 uzun_bira] Heçî gotinên bîranîn û tecrubên Bîsmark bûn, wan ez dibirim nik bapîrê min, mîrê welatê bav û kalan, mîrê welatê min ê xewnan. [3973 uzun_bira] Min hersê jî diviyan. [3974 uzun_bira] Hersiyan jî ruhê min ê şerpeze dicebirandin. [3975 uzun_bira] -Fürst, mein fürst, Monika, bi nalîn, dibêje. [3976 uzun_bira] Mûyên simbilê Celadet ên reş li ser mûyên tenik ên Monika yên zer, giran giran, digerin. [3977 uzun_bira] Bedena Monika ko bi bîhna hez û xwîdanê, bi hêdîka, dilive, xwe, bi hemû comerdiya xwe, teslîmî tiliyên girs û mûyên sert dike. [3978 uzun_bira] Li gora simbêl û lêvan, beden radibe û dadikeve, mîna ko beden jî guh dide musîkê û bi ahenga wê xwe dilivîne. [3979 uzun_bira] - Av, dikarî hinekî av bidî min, ez tî bûm, Monika dibêje. [3980 uzun_bira] Piştî bîhnekê, Celadet xwe ji bedena nerm dide alî, ji ser cîhan radibe û ber bi masa biçûk ko li kêleka pencerê rawestaye, dere. [3981 uzun_bira] Stîleke biçûk tijî av ko Celadet ji bîra bexçê kişandiye û tasek li ser masê ye. [3982 uzun_bira] Celadet dere ber pencerê, hinekî rûyê xwe ber bi Monika ko serrû dirêj bûye, dizîvirîne û li wê û bedena wê dinihêre. [3983 uzun_bira] Bi qasî kêliyekê, ew welê lê dinihêre, bi dû re, ji pencera vekirî, li bexçê, bîrê û çiyayên bilind ên hember dinihêre. [3984 uzun_bira] Bayekî henik rû, sîng û xwîdana ser pirçên sînga wî mist dide. [3985 uzun_bira] Bayekî hûnik rûyê Celadet mist dide. [3986 uzun_bira] Keştî bi hêdîka xwe dilivîne û bi rê dikeve. [3987 uzun_bira] Celadet, cara dawîn, li ser keştiyê, li Trieste-yê, bajarê Îtalî, bajarê dawîn ê Awrûpayê dinihêre. [3988 uzun_bira] Celadet, tevî biraziyê xwe, lawê kekê wî Sureya, Heqî, Awrûpa terk dike û dere Misirê, nik kekê xwe, bav û diya xwe, nik xwişka xwe ya dengşalûr. [3989 uzun_bira] – Bi xatirê te Awrûpa, Celadet dibêje, ji bo vê carê evçend xizanî têr dike. [3990 uzun_bira] Yezdanê pak ji careke din re kerîm e... heta careke din, di xweşiyê de bimîne. [3991 uzun_bira] Îro, rojeke xweş, 22-ê gulana 1925-an e. [3992 uzun_bira] Bi qasî sê salên Celadet li vî aliyê dinê derbas bûn. [3993 uzun_bira] Niha ew rûyê xwe dide aliyekî din ê dinê. [3994 uzun_bira] Ev aliyê dinê, Awrûpa, mîna hêlekaneke bêserî, di nav aloziyan de dere û tê. [3995 uzun_bira] Awrûpa avis e, guherînên nû dê, li her alî, biqewimin. [3996 uzun_bira] Li Alemanyayê Hitler û hevalbendên wî şikesteke mezin xwarin, lê ew ji nû ve xwe didin hev da ko hikum bi dest xînin. [3997 uzun_bira] Li aliyên din ên Awrûpayê jî tevgerên weha, roj bi roj. [3998 uzun_bira] xurttir dibin. [3999 uzun_bira] Ev alî weha, lê aliyê dinê ko Celadet niha ber bê dere? [4000 uzun_bira] Hema çi bigire, Celadet tiştekî nizane. [4001 uzun_bira] Digel ko ew berê jî çûbû Misirê, haya wî ji guherînên dawîn ên Misirê nîn e. [4002 uzun_bira] Wî esas dil hebû, mîna birayê xwe Tewfîk, vegeriya Stembolê, bajarê xwe yê qedîm ko her xewnên wî dineqişandin. [4003 uzun_bira] Lê veger îro ne mumkin bû. [4004 uzun_bira] Jê re, ji Stembolê weha nivîsîbûn; vegera te, mirina te ye. [4005 uzun_bira] Loma ew niha berê xwe dide aliyekî din ê dinê. [4006 uzun_bira] Lê wî pir bêriya bav û diya xwe yên pîr jî kiriye. [4007 uzun_bira] Kekê wî Sureya di nama xwe ya dawîn de jê re behsa nexweşiya bavê wî jî kiribû. [4008 uzun_bira] Nexweşiya ko Sureya Beg bi »intérmatterce parsuit d-arteras chlorose origine cardiaque« bi nav dikir, roj bi roj, xirabtir dibû. [4009 uzun_bira] Celadet dixwest bavê xwe bibîne, li kêleka wî rûne, li rîh û rûyê wî binihêre, li dengê wî yê kûr û gotinên wî yên kîbar guhdarî bike. [4010 uzun_bira] Dinya ronî û germ e. [4011 uzun_bira] Rojê çavên xwe vekirine, ro bi qasî çend bihustan hilhatiye. [4012 uzun_bira] Celadet serê xwe hinekî radike û li bajêr dinihêre; xaniyên reş û boz li pişta hev siwar bûne, esman bi keskahiyeke vekirî çend ewrên spî hembêz kirine û bi nazdarî li jêr dinihêre. [4013 uzun_bira] – Ewrûpa, bi xatirê te, Celadet dîsan dibêje. [4014 uzun_bira] Hevalên rê yên Celadet û Heqî, hema çi bigire, hemû cihû ne. [4015 uzun_bira] Cihûyên Rûsyayê ko koç dikin û derin Filistînê. [4016 uzun_bira] Em rêwîyên bêwar û welat, ketî û derketiyên cîhanê, kurd û cihû, di keştiyekê de gihîştibûn hev. [4017 uzun_bira] Ez ji welatê xwe yê xewnan hinekî din bi dûr diketim, ew ber bi welatê xwe yê xewnan diçûn. [4018 uzun_bira] Ew ji Rûsyayê dihatin, li Warşowayê, Yekitiya Derketiyên Cihûyan ew werdigirtin û bi 2.5 lîrayê îngilizî, bi keştî, ew dişandin Filistînê. [4019 uzun_bira] Cihûyan ji ders û tecrubên xwe derdixistin ko cîhan dîsan li wan teng dibû. [4020 uzun_bira] Ew li pey stariyekê, warekî bi huzûr û axake rehmetê bûn. [4021 uzun_bira] Heçî ez bûm, mîna pêlên ko keştiya me li pey xwe danîn pê, ber bi jor û ber bi jêr bûm. [4022 uzun_bira] Ji bo roj û dewrên bê, ne fikreke min, ne jî zanîneke min hebû. [4023 uzun_bira] Gerçî min plan û projeyên siyasî, çandî û edebî hebûn. [4024 uzun_bira] Lê kengî, li kû û çawan?.. Min bi van yekan nizanîbû. [4025 uzun_bira] Ewrûpa ko ez jê gelek tiştên nû hîn bûm, êdî li pey min dima. [4026 uzun_bira] Ewrûpayê ez fêrî tenêtiyê û birçîbûnê kirim. [4027 uzun_bira] Ez ko ji bo her tiştî, her, hewcedarê kesan û tiştan bûm, bi xêra Ewrûpayê, fêrî xweseriyê bûm. [4028 uzun_bira] Min êdî bi xwe dikarîbû qîma xwe bi xwe bianiya. [4029 uzun_bira] Ez hew hewcedarê qerwaş û berdestan bûm, hew li pey xizmet û xizmetkaran bûm. [4030 uzun_bira] Ez fêrî ders û tecrubên germenî, rabûn û rûniştina wan, edet û ûsilên wan bûm. [4031 uzun_bira] Li edet û ûsilên kevn ên kurdî, mîr û mîrîtî, osmanî, bîr û baweriyên şoreşgerî yên fransizî, Rousseau, Voltaire, Diderot, yên alemanî zêde bûn. [4032 uzun_bira] Lê di wê roja xweş a gulanê de, bayê felekê ez ber bi deverên din dibirim. [4033 uzun_bira] Heqî, biraziyê min ê ko pir li bavê xwe dişibû, bi min re bû. [4034 uzun_bira] Ew ji bo xwendinê hatibû Alemanyayê. [4035 uzun_bira] Lê xwendin êdî ji Alemanyayê bi dûr ketibû. [4036 uzun_bira] Safter, roniya çavên min, Pelikan, Monika ko min jê re şiîrên Omer Xeyam û çîrokên Şehrezada Hezar û Şevekê bi fransizî dixwendin, oda min a biçûk a tarî û bêhawa, kartolên min ên çelmisî, şûşeyên vala yên bîrayên Bayernê, qelûn û xwelîdanka min, derpiyên min ên pînekirî, êdî li pey diman... Lê min deftera biçûk a yadîgara yara Stembolê ko winda bûbû, dîsan, xistibû bêrîka xwe, ew bi min re bû. [4037 uzun_bira] Cihûyên ko bûbûn hevriyên me, merivên neçar, bêdeng û bi terbiye bûn. [4038 uzun_bira] Gava ew hîn bûn ko em kurd bûn, gelekî kêfa wan hat. [4039 uzun_bira] Wan gelekî qedrê me girtin. [4040 uzun_bira] Lê tiştê ko herî zêde bala min kişand, daxwaza wan a zimanê hebrî bû. [4041 uzun_bira] Wan bi vî zimanê ko zimanê wan ê rojên bê, hêviyên wan bû, nizanîbûn. [4042 uzun_bira] Lê daxwaza wan a hînbûnê bêsînor bû. [4043 uzun_bira] Heta em gihîştin Misirê, wan her, bi deng, mamosteyekî li ser wan, xwendin. [4044 uzun_bira] Wan digot, »ziman ruhê me cihûyan e.« Vê yekê gelekî tesîr li min kir. [4045 uzun_bira] Û gava min Hawar weşand, di hejmarekê de, min serpêhatiya cihûyan û zimanê wan nivisî û ew yek ji bo kurdan ko ji zimanê xwe bi dûr diketin, mîna mîsaleke baş pêşkeş kir. [4046 uzun_bira] – Bavo dê li îstasyona trênê ya Kahîrê li hêviya me be, Heqî dibêje. [4047 uzun_bira] Celadet ji berîka xwe deftera xwe ya biçûk derdixe û berî ko ew li ser kursiyê rûne, bi dengekî pir nizm ko bi zehmetî seh dibe, bersiva Heqî dide, [4048 uzun_bira] – Ez dixwazim, em zû, zûtirîn wext, bigihên Misirê. [4049 uzun_bira] Min bêrî kiriye, bêriya bavê te, bapîrê te, dapîra te, meta te kiriye... [4050 uzun_bira] FOTOGRAF 9: Xoybûn... hebûn, heyî, heyîtî xwebûn, xweyî, xweyîtî... [4051 uzun_bira] Fotografa nehan a romana Bîra Qederê ji welêt û Stembolê dûr, li welatê Mixribê, Misirê, tê kişandin. [4052 uzun_bira] Ev fotografa hanê, di eynî wextê de, fotografa dawîn a Emîn Alî Beg û bermaliya wî Samîha Xanimê ye. [4053 uzun_bira] Di pey vê fotografê re, ew hew di fotografên Bîra Qederê de dixuyin. [4054 uzun_bira] Fotografên ko rû û rûçikan dikin nemir, hew dikarin wan vebiguhezînin dewr û dewranên bê. [4055 uzun_bira] Ji ber ko fotograf rû û rûçikên jîndar dikin nemir... [4056 uzun_bira] Ev fotograf li mala Sureya Beg, kurê Emîn Alî Beg û kekê Celadet, tê kişandin. [4057 uzun_bira] Sureya Beg ko ji mêj ve ye li Misirê dijî, li gundekî Kahîrê, Zeytûniyê cîwar bûye. [4058 uzun_bira] Zeytûnî, gundê dewlemend, xwedîmal û xwedînavan e. [4059 uzun_bira] Kesên navdar û xwedîpirsiyariyên mezin xwe ji teşqele û xirecira rojane ya bajarê mezin Kahîrê dane alî û hatine li vî gundî dijîn. [4060 uzun_bira] Gundekî basîd ê ereb qulipiye ser wargehekî girîng ê siyaset, çand û aboriyê. [4061 uzun_bira] Piştî ko Emîn Alî Beg, tevî jin û keça xwe, hatiye Misirê, ew li mala Sureya Beg dijîn. [4062 uzun_bira] Mala Sureya Beg xaniyekî kevn ê mezin e. [4063 uzun_bira] Ew ne bi temamî qesr e, lê jê ne zêde bi dûr e jî. [4064 uzun_bira] Çav û odeyên xênî bêhejmar in. [4065 uzun_bira] Bexçeyekî fireh û dirêj ko hertim bi rengê kesk û hêşîn, bi ber û fêkî ye, bi xweşiya xwe jiyana aram a gund û malê direngîne. [4066 uzun_bira] Sureya Beg, jina wî ko ji malbateke mezin e û keça begzadeyekî navdar ê Misirê ye, lawê wan Heqî û keça wan Kudret, ji zû ve ye, li vê mala mezin dijîn. [4067 uzun_bira] Emîn Alî Beg, Samîha Xanim û Meziyet jî, ji çend salan û vir ve ye, bûne pardarên jiyana mala mezin û gundê xweş. [4068 uzun_bira] Ev fotograf li ser daxwaza Meziyetê tê kişandin. [4069 uzun_bira] Meziyet ko êdî bûye keçeke xama, fotografên mal û malbatê dicivîne. [4070 uzun_bira] Gava ew hê li Stembolê bû, wê li Kadiköyê, ji atolja Mr. [4071 uzun_bira] Xandemian, deftereke rengîn û neqişî yê wêne û resiman kirîbû û fotografên bav, dê, bira, ap, met, pismam û dotmamên xwe têdixistê. [4072 uzun_bira] Wê ji fotografan, germahiya ko ji kaxizên sar direşiyan, hez dikir. [4073 uzun_bira] Bi alîkariya defterê, ew her li ko bûya jî, nas û nêzên wê li nik wê bûn. [4074 uzun_bira] Wê hertim defter vedikir û li sûretên bêzar, bêdeng dinihêrîn. [4075 uzun_bira] Deftera bêziman bûbû zimanê jiyan û bîranînên wê. [4076 uzun_bira] Bi taybetî niha, li welatekî ji Stembol û Kadiköyê gelekî bi dûr, tevî Kudretê, albuma wê bûbû hevala wê ya nêzîktirîn. [4077 uzun_bira] Meziyetê, di rûpela yekemîn a defterê de, rêzeke bavê xwe, bi tîpên xweş û neqişkirî nivîsîbû; dewra felekê li ser me kîn e... Wê gotina bav û kalan, nîşana umrên bêmiraz û derketî dubare dikir. [4078 uzun_bira] Li gundê Zeytûnî jî, wê ji bavê kal û diya pîr her dixwest ko ew bi hev re xwe bidin ber kameraya wênan. [4079 uzun_bira] Li ser daxwaza Meziyetê, Sureya Beg ji Kahîrê fotografkêşekî hoste daye anîn û ew li malê fotografên malê dikişîne. [4080 uzun_bira] Fotografkêş çend dêmenên malbatê, bi hev re, kişandine. [4081 uzun_bira] Niha jî ew di vê fotografa nehan a Bîra Qederê de, ya Emîn Alî Beg, Samîha Xanim û Meziyetê dikişîne. [4082 uzun_bira] Belê, li ser vê wênê ko li salona mala Sureya Beg tê kişandin, ew hersê hene; Emîn Alî Beg û Samîha Xanim rûniştî, Meziyet jî li pey wan, li piyan. [4083 uzun_bira] Ji lixwekirinên wan dixuye ko dinya sar e. [4084 uzun_bira] Paltoyekî reş ê dirêj li ser Emîn Alî Beg e. [4085 uzun_bira] Samîha Xanim jî di nav cil û bergên germ ên reş de ye. [4086 uzun_bira] Meziyet ko bejna wê ne ewçend dirêj e, mantoyeke reş li xwe kiriye. [4087 uzun_bira] Wê serê xwe bi tûleke reş girtiye. [4088 uzun_bira] Samîha Xanimê jî bi dolbendekî reş. [4089 uzun_bira] Li ser serê Emîn Alî Beg jî fesekî reş ê Osmanî heye. [4090 uzun_bira] Digel ko wan welat, dewr û dewran guherîne, cil û bergên wan mîna berê, mîna yên Stembolê ne. [4091 uzun_bira] Ne bi tenê lixwekirin, lê awir, rûniştin û nêrîna Emîn Alî Beg û Samîha Xanimê jî her mîna xwe ye. [4092 uzun_bira] Di hemû fotografan de, ew bi eynî celeb awir û nerînê li kamerayê mêze dikin, bi eynî celeb rûniştinê rûdinin. [4093 uzun_bira] Lê hin aliyên taybetî yên vê fotografê jî hene. [4094 uzun_bira] Ew aliyên ko vê fotografê ji yên din vediqetîne, meriv dikare bibêje, ev in; west û keser, digel her hewldan û dilkirinê, west û kesera ko dixuye. [4095 uzun_bira] Hem Emîn Alî Beg hem jî Samîha Xanim westiyayî, pir westiyayî dixuyin. [4096 uzun_bira] Emîn Alî Beg, mîna her carî, serê xwe hinekî bilind kiriye, herdu destên xwe danîne ser çogên xwe û bi giramî li çavika kamerayê dinihêre. [4097 uzun_bira] Rî û simbêlê wî çikspî ne. [4098 uzun_bira] Tevî ko ew hewl dide bi xurtî binihêre, lê nerîna wî giran e, çirûska nerînê vemiriye. [4099 uzun_bira] Çavên wî bi zehmetî vebûne, ew bi zehmetî dinihêre. [4100 uzun_bira] Samîha Xanim jî hewl dide da ko şên û bi ken li kamerayê binihêre. [4101 uzun_bira] Lê ew jî nikare west û kesera li ser rû û çavan in, veşêre. [4102 uzun_bira] Nabe. [4103 uzun_bira] Ew nikarin şopên umrên kal û serencamên keserkûr ji nerîn ê awirên xwe bi dûr xînin. [4104 uzun_bira] Çav dipeyivin, kesera ko hatiye û li ser bîbikan veniştiye her tiştî dibêjin. [4105 uzun_bira] Hewce bi gotin û salixdanan nîn e. [4106 uzun_bira] Çavên ko ji nav kaxiza zerbûyî li pêşiyê, kamarayê dinihêrin, jixwe, hal û hewalê dibêjin. [4107 uzun_bira] Çavên wêneya nehan a romana Bîra Qederê; şahîdên jiyanên peregende, stranên welatê xerîbiyê, nerîna umrên sirgûn, şîn û taziyên bêrawest, hesreta bêrawest, lorînên dirêj ên şevên reş ko her û her ji welatê bav û kalan bi dûr bihurîne... [4108 uzun_bira] Ma meriv dikare çi bibêje? [4109 uzun_bira] Li cîhê ko çav bipeyivin, gotin xelas dibin. [4110 uzun_bira] Ma meriv dikare çi bibêje? [4111 uzun_bira] Li cîhê ko çav dipeyivin, gotin xelas dibin. [4112 uzun_bira] Celadet li çavên bavê xwe dinihêre. [4113 uzun_bira] Çavên Emîn Alî Beg ketine kortê, helqeyên li dora çavan zêde û kûrtir bûne. [4114 uzun_bira] Fera çavan vemiriye. [4115 uzun_bira] – Kurê min, Emîn Alî Beg dibêje, her destpêkekê kutahiyekê, her umrekî mirinekê heye. [4116 uzun_bira] Ev, rastiya jîn û cîhanê ye ko tu kes nikare biguherine. [4117 uzun_bira] Ez jî nikarim... [4118 uzun_bira] Emîn Alî Beg bîskekê radiweste, çavên xwe ji Celadet dizivîrîne, li kulîlkên nûbişkovî yên kêleka bîrê dinihêre û bi kurdiya xwe ya kîbar û nerm gotina xwe didomîne. [4119 uzun_bira] – Em ji ko hatin ku! [4120 uzun_bira] Bala xwe bidiyê, Ez li welatê xerîbiyê hatim dinê. [4121 uzun_bira] Tu li welatê xerîbiyê hatî dinê. [4122 uzun_bira] Niha jî me ji welatê xerîbiyê koç kiriye û em hatine welatekî hîn xerîb... di dawiya umrê xwe de, ez ji welatê bav û kalên xwe hinekî din jî bi dûr ketim. [4123 uzun_bira] Min nedît, lê rehma Xwedê li wan be, Yadê Rûşen, Amojna Sitî, mamên te Tellî û Elî Şamil Paşa behs dikirin. [4124 uzun_bira] Gotineke Mîr Bedirxan, kalikê te yê rehmetî, hebûye. [4125 uzun_bira] Ji roja ko osmaniyan ew birine Girîtê û heta mirinê, wî hertim ew gotin dubare kiriye. [4126 uzun_bira] Wî hertim gotiye; xerîbî ne tu çek e, piyê xwe tê re meke... Lê hezar heyf ko çekê xerîbiyê bû kincên me, cil û bergên me. [4127 uzun_bira] Xwedê şahîd e, min her xwest ko ez vî çekê kambax ji xwe û ji zarokên xwe bikim û bi qasî bihustekê be jî, axa bav û kalan bi dest xînim. [4128 uzun_bira] Lê nebû... Helbet te şîret navên, lê belê gotina kalikê xwe ji bîr meke... [4129 uzun_bira] Emîn Alî Beg dîsan radiweste, li Celadet û Samîha Xanimê dinihêre. [4130 uzun_bira] Samîha Xanim ko li kêleka wî rûniştiye, ji masa biçûk a li ber wan perçeyekî biçûk ê portakaleke qaşkirî digire û dide Emîn Alî Beg. [4131 uzun_bira] Ew purtaqalê werdigire û bi hêdîka dixwe. [4132 uzun_bira] Bavo ji portakal û mandarînan hez dikir. [4133 uzun_bira] Di wextên wan de, ew ji malê kêm nedibûn. [4134 uzun_bira] Hebûna wan, qaşilandina wan, xwarina wan kêfeke malê bû. [4135 uzun_bira] Gava em zarok bûn, me ji destê Bavo portakal dixwarin. [4136 uzun_bira] Lê li Misirê êdî wî ji destê me ew werdigirtin û dixwarin. [4137 uzun_bira] Bavo kal bûbû, bi gotina te, fera çavên Bavo vemirîbû. [4138 uzun_bira] Diya min a rêzdar û bêdeng, her roj, purtaqal û mandarîn diqaşilandin, ew dixistin nav firaqên pahn ên neqişkirî û danên êvaran, gava Bavo derdiket bexçê malê û li kêleka bîrê rûdinişt, Dayê ew, yek bi yek, hêdî hêdî, didayê. [4139 uzun_bira] Bavo ji malê dernediket. [4140 uzun_bira] Ew her li malê bû, dixwend dinîvisî û radiza. [4141 uzun_bira] Mîna berê ew nedipeyivî jî. [4142 uzun_bira] Ew hertim di nav fikir û gumanan de bû. [4143 uzun_bira] Lê gava kekê min Sureya jê re, carina, rojnamayên tirkî dianîn, hingî ew fera ko vemirîbû, dîsan vedigeriya û Bavo ew bi heyecan, rêz bi rêz, dixwendin. [4144 uzun_bira] Ji wan rojnaman pê ve, Bavo hejmarên kevn ên kovara Kurdistan ko birayên wî Mîqdet û Evdirrehman li Misir û Awrûpayê derxistibûn, dixwendin. [4145 uzun_bira] Wî kitabên kevn ên tarîxî û yên li ser welatê kurdan, mîrekiya Cizîra Botan dixwendin. [4146 uzun_bira] Di wan rojên bi keser û di wî umrê kal de, Bavo, bi alîkariya kovar û kitaban, vegeriyabû cîhana windabûyî ya zaroktiya xwe, ya xewn û xeyalên xwe. [4147 uzun_bira] Bavo nexweş bû, dilê wî diguvişî. [4148 uzun_bira] Wî kes nedidîtin, lê carina nas, dost û ehlê me dihatin ziyareta wî. [4149 uzun_bira] Eger dinya xweş bûya, ew li bexçê, li kêleka bîrê rûdiniştin. [4150 uzun_bira] Bavo ji bexçê û nemaze bîra bexçê pir hez dikir. [4151 uzun_bira] Bîra bexçê kekê min Sureya bîra mala me ya Kadiköyê dihanî bîra wî... [4152 uzun_bira] Bavo li bexçê, li kêleka bîrê rûdinişt û purtaqal dixwarin. [4153 uzun_bira] Bexçe hêşîn dike, gul û kulîlk dibişkivin. [4154 uzun_bira] Meziyet û Kudret av dane wan. [4155 uzun_bira] Di vî danê êvarê de bîhneke xweş ji bexçê difûre. [4156 uzun_bira] – Kurê min, Emîn Alî Beg, dîsan bi hêdîka û bi kurdiya xwe ya paqij, dibêje. [4157 uzun_bira] Em dawacî ne. [4158 uzun_bira] Bi neheqî axa me, mal û mulkên me, ji me hatine standin. [4159 uzun_bira] Em ne mîrên kesekî din, lê mîrên erd û axa xwe bûn. [4160 uzun_bira] Em doza axa xwe dikin. [4161 uzun_bira] Rehma Xwedê lê be, umrê kalikê te, gelek mamên te li ser riya vê dozê borî. [4162 uzun_bira] Ew îro, her yek li derekî, peregende, di bin axa sar de, çavvekirî, dinivin. [4163 uzun_bira] Qebr û gorên wan jî li welatên xerîb in. [4164 uzun_bira] Ji ber bêgaviyan, em îro nikarin herin qebrên wan jî ziyaret bikin. [4165 uzun_bira] Ji te û birayên te, bi tenê, du daxwazên min hene. [4166 uzun_bira] Yek; hûn jî, mîna bav, kal û mamên xwe dawacî bin, bi îlim û îrfan li ser riya dawe û dozê bin. [4167 uzun_bira] Royên kiçik lê herikî ji avên mezin lê sekinî her çêtir in. [4168 uzun_bira] Dudo; eger we rojekê bihusteke axa bav û kalan bi dest xist, min ji bîr mekin, hestiyên min bibin û nêzîkê qesra bav û kalan, Birca Belek, li kêleka çemê Dijlê, min veşêrin. [4169 uzun_bira] Şitileke dara çinarê jî li ber serê min biçînin... Daxwaza min, hesreta min, bi tenê ev e. [4170 uzun_bira] Emîn Alî Beg, dîsan, çavên xwe direvîne. [4171 uzun_bira] Celadet deng nake, tu bersivê nade. [4172 uzun_bira] Ji çavên Celadet çend hêstir, bi hêdîka, ber bi jêr dibin. [4173 uzun_bira] Samîha Xanim jî digirî. [4174 uzun_bira] Samîha Xanim dixwaze libeke purtaqalê din bide Emîn Alî Beg, lê ew naxwaze. [4175 uzun_bira] Ew, bi nerîneke zîz, li kulîlkan dinihêre. [4176 uzun_bira] Bêyî ko ew nerîna xwe ji ser kulîlkan bizivirîne, mîna ko ji ber xwe bipeyive, ew dibêje; [4177 uzun_bira] – Xwedê alîkarê we be, kurê min. [4178 uzun_bira] Îşê we çetin, riya we dirêj e... [4179 uzun_bira] Celadet, çavşil, lê dinihêre, bêyî ko tiştekî bibêje yan jî bike, bi tenê lê dinihêre. [4180 uzun_bira] Celadet lê dinihêre. [4181 uzun_bira] Hevalê wî yê Stembolê, dostê wî yê şevên Pera û Galatayê, Memduh Selîm Beg her mîna xwe ye. [4182 uzun_bira] Tu guherîn li ser rû û rûçikên wî naxuyin. [4183 uzun_bira] – Mîrê min, tu neguheriyî, Memduh Selîm Beg bi ken dibêje. [4184 uzun_bira] – Min ê jî eynî tişt ji bo te bigota, Memduh Beg. [4185 uzun_bira] Piştî çar salan, di rojeke vekirî û zelal a Lubnanê de, herdu dostên kevn li salona oteleke mezin a Beyrûdê hevûdu dibînin. [4186 uzun_bira] Ji navberê çar sal bihurîne. [4187 uzun_bira] Çar salên gelekî girîng û bûyertijî ko gelekî tesîr li herduyan jî kiriye. [4188 uzun_bira] Herdu li kêleka pencera fireh û dirêj a salonê, li ser kursiyên çermîn, li hember hevûdu, rûniştine. [4189 uzun_bira] Ji der, tirêjên tava ko li ser deryayê rawestaye û hêdî hêdî diçe ava, di pencerê re, xwe bi coş digihînin hundir. [4190 uzun_bira] Dinya germ e. [4191 uzun_bira] Pencerên salonê li derya dinihêrin. [4192 uzun_bira] Derya bi şinahiyeke vekirî, heta û heta, dibiriqe. [4193 uzun_bira] – Celadet Beg, ma kê dizanîbû ko me dê li vir hevûdu bidîta! [4194 uzun_bira] – Jîn, Memduh Beg, jîn... Ma te bi xwe navê kovara xwe ya Stembolê nekiribû Jîn?.. Jînê em avêtin van deran, em ketin ber pêlên xurbetê, bi qewlê dengbêjên me, felekê kumê xwe li serê me xwar kir, Memduh Beg. [4195 uzun_bira] Garsonekî, di nav siniyeke spî yê zîvîn de, du qedeh û vexwarina ko wan xwestiye, tîne, qedehan heta nîvî tijî dike û dere. [4196 uzun_bira] – Celadet Beg, min dil kir em hevûdudîtina xwe bi qedeheke şampanya pîroz bikin, bi vê qedehê dest bi êvara xwe bikin. [4197 uzun_bira] Şampanya li vir hem xweş e hem ji avê erzantir e. [4198 uzun_bira] Ev şûşe bi deh frankan e, yanê bi pênce, şêşt qurîşên Osmanî. [4199 uzun_bira] Loma min şampanya xwest. [4200 uzun_bira] Ez hêvîdar im, ew ê bi dilê te be... [4201 uzun_bira] – Bê şik. [4202 uzun_bira] – Mîrê min Celadet, min bêriya sohbetên me, rojên me yên Stembolê kiribû... Em ê îşev, hemû şev, bi hev re bin. [4203 uzun_bira] Xelîl Ramî Beg û Mewlanzade Rifat Beg ê jî heta saetekê, saetek û nîvê werin. [4204 uzun_bira] Tiştên ko em bipeyivin, em bikin, pir in. [4205 uzun_bira] Tav û tîrêjên tavê hawirdor bi rengên mahşerê neqişandibûn. [4206 uzun_bira] Tav li ser deryayê, wî aliyê din ê aso, bi rengên jîndar û germ, diçû ava. [4207 uzun_bira] Aso kiras diguherî. [4208 uzun_bira] Ji kiraxên Beyrûdê, di salona otêlê de, ji jor, me, min û dostê min, dostê bav û birayên min, Memduh Selîm Beg li guherîna rengan dinihêrî. [4209 uzun_bira] Tîrêjên royê li ser rûyê me, bi germahî, digeriyan û rûyên me mist didan. [4210 uzun_bira] Memduh Beg ji Stembolê dost û nasê me bû. [4211 uzun_bira] Ew jî yek ji serekên tevgera kurdî, zane û têgihîştiyên civata kurdî bû, gerînende û sernivîskarê kovara Jîn-ê bû. [4212 uzun_bira] Wî jî, mîna me, ji bêgaviyê, dev ji Stembolê berdabû û nikarîbû vegeriya Tirkiyê. [4213 uzun_bira] Rêber, ronakbîr û zanayên kurd ji hev ketibûn û li cîhanê belav bûbûn. [4214 uzun_bira] Hinên wan li Awrûpayê bi cîh bûbûn, lê piraniya wan derketibûn Rohilata Navîn, welatên cîranên Tirkiyê. [4215 uzun_bira] Gelekên wan li Lubnan, Sûriye û Antaqyayê ko di bin destê fransizan de bûn, dijiyan. [4216 uzun_bira] Hinên wan jî çûbûn Kurdistana Iraqê ko di bin destê iîngilîzan de bû. [4217 uzun_bira] Memduh Beg jî li Antaqyayê bi cîh bûbû. [4218 uzun_bira] Rewşa wî jî mîna rewşa yên din bû; nebaş, belê nebaş... ma hewce ye meriv gotinê dirêj bike? [4219 uzun_bira] Rewşa min? [4220 uzun_bira] Mîna ko feylesofekî gotibû; siwarekî nezan û nehoste çawan li ser pişta hespê rûdine, ez jî li ser pişta jînê welê rûniştibûm. [4221 uzun_bira] Eger ez ji ser hespê jînê nediketim, ew ne ji hostehiya min, lê ji esaleta hesp bû... Di wan rojan de, min xwe gîhandibû Rohilata Navîn. [4222 uzun_bira] Min serê hespê xwe di wê axa germ a şewitî de berdabû. [4223 uzun_bira] Hesp çargavî diçû, ji ber esaleta xwe, wî rê li ber xwe rast dikir. [4224 uzun_bira] Xelîl Ramî Beg û Mewlanzade Rifat Beg, herdu bi hev re, ji deriyê salonê dikevin hundir û ber bi Celadet û Memduh Beg tên. [4225 uzun_bira] Pêşî Celadet wan dibîne, ew bi kêf radibe ser piyan. [4226 uzun_bira] Memduh Beg jî pê re. [4227 uzun_bira] Herdu, bi hev re, ber bi mêvanên nû derin. [4228 uzun_bira] Celadet ko heyecana wî ji rû dixuyê, dere rûyê Mewlanzade Rifat. [4229 uzun_bira] Rifat Bey, üstad!.. [4230 uzun_bira] Býyýklarý kesmişsin Celadet Bey! [4231 uzun_bira] Mewlanzade Rifat Beg wî ber bi xwe dikişîne û hembêz dike. [4232 uzun_bira] Herdu, bi qasî kêliyekê, hevûdu, pihêt, hembêz dikin. [4233 uzun_bira] Piştî çend salan, Celadet û Mewlanzade Rifat hevûdu, nû dibînin. [4234 uzun_bira] Hemû bi hev re vedigerin cîhê xwe, Celadet û Memduh Selîm Beg cîh nîşanî wan dikin û ew rûdinin. [4235 uzun_bira] Belê, min simbêl jêkirin, lê min dil heye dîsan berdim. [4236 uzun_bira] Li van deran bê simbêl hîç nabe, Celadet dibêje û ji aliyekî ve jî, bi dest, bang garson dike. [4237 uzun_bira] Lê weha jî li te hatiye. [4238 uzun_bira] Tu ciwantir û çelengtir dixuyî. [4239 uzun_bira] Tu çawan î? [4240 uzun_bira] Min bihîst ko tu li mala Xelîl Ramî Beg dimînî. [4241 uzun_bira] Sureya Beg, Kamuran Beg, ew çawan in? [4242 uzun_bira] Min bihîst ko ew ê jî werin... [4243 uzun_bira] Mala me dê şên be, mamê Celadet, Xelîl Ramî Beg dibêje. [4244 uzun_bira] Jixwe ji niha ve Celadet mal şên kiriye, ew ê şêntir be. [4245 uzun_bira] Mîrên min, hûn bi xêr hatin, Memduh Selîm Beg dibêje û bêyî ko li bersiva wan bisekine, didomîne, piştî bi sedan zehmetî, me hevûdu dîsan dît... tiştên ko em bipeyivin, em bikin, pir in. [4246 uzun_bira] Em êdî zû bi zû dev ji hev bernadin... [4247 uzun_bira] – Mîrên min, tiştên ko em bipeyivin, em bikin, pir in. [4248 uzun_bira] Memduh Selîm Beg dibêje, em êdî zû bi zû dev ji hev bernadin... [4249 uzun_bira] Celadet Beg, birayên wî Sureya û Kamuran, mamê wî Xelîl Ramî Beg, hevalên wî û bavê wî Mewlanzade Rifat, Memduh Selîm, Dr. [4250 uzun_bira] Mehmed Şukrî Segban, Haco Axa û hin kesên din li bajarê biçûk ê Lubnanê Cuniyê, li mala Xelîl Ramî Beg civiyane. [4251 uzun_bira] Cuniye, bajarê biçûk ê file ko li kêleka Beyrûdê ye, îro mazûbaniya rêber û ronakbîrên kurdan dike. [4252 uzun_bira] Ronakbîrên kurd li hev civiyane û ew ê li ser rewşa kurdan û welatê wan bipeyivin. [4253 uzun_bira] Li welêt her tişt tevîhev bûye; welat bi destên dewletên biserketî perçe bûye, ji perçê herî mezin ko li nav tixûbên dewleta nû, Tirkiyê maye, dûman bilind dibe. [4254 uzun_bira] Ew perçe di nav şewateke xedar de ye. [4255 uzun_bira] Perçê Iraqê ketiye bin destê ingilîzan, ê Îranê di bin destê farisan û yê Sûriyê jî di bin destê fransizan de ye. [4256 uzun_bira] Xelkê westiyayî ko di şer de li ber lingan çû, niha, bêquwet, bêtaqet û bêhêvî, hewl dide da ko rojên kambax biqedîne. [4257 uzun_bira] Tevger û serhildanên kurdan bi ser neketine. [4258 uzun_bira] Gelek rêber û ronakbîr hatine kuştin, piraniya yên mayî bi derine xerîb reviyane. [4259 uzun_bira] Bûm û kund li ser kavilên welatê kurdan veniştine û dixwînin. [4260 uzun_bira] Welatê kurdan qulipiye ser gor û goristanê. [4261 uzun_bira] Di rewşeke evçend kambax û zîz de, meriv dikare çi bike? [4262 uzun_bira] – Mîrên min, em divê ji vê çûyina malwêran re bibêjin bese! [4263 uzun_bira] Lê çawan? [4264 uzun_bira] Ji kerema xwe, bila herkes gotin, dîtin û pêşniyara xwe bibêje. [4265 uzun_bira] Lê berî ko em dest bi gotinê bikin, eger bi dilê we be, ez dixwazim, em ji bo ruhê pak ê Emîn Alî Beg û şehîdên me fatîhayekê bixwînin. [4266 uzun_bira] Belê, Bavo wefat kiribû. [4267 uzun_bira] Di rojeke germ a 1926-an de, li bexçê mala kekê min Sureya, danekî germ ê êvarê, Bavo di xew re çûbû. [4268 uzun_bira] Û ew hew ji xewê hişyar bûbû. [4269 uzun_bira] Çavên ko bi hêdîka hatibûn girtin, hew vebûbûn. [4270 uzun_bira] Bavo, Dayê, Mezo û Kudret li bexçê, li kêleka bîrê rûniştibûn. [4271 uzun_bira] Mîna her carê, Dayê purtaqalên yekta yên Îskenderiyê dabûn Bavo. [4272 uzun_bira] Wî ew hêdî hêdî xwaribûn û li ser mala me ya Stembolê, bexçê, darên bexçê û bîra ko li bexçê bû, peyivîbû. [4273 uzun_bira] Li gora ko Dayê digot, berî ko Bavo bikeve xewa kûr û bêveger, wî weha gotibû; »Bi xêr, gava em vegeriyan, divê em bexçê malê paqij bikin, zêdehiya dar û beran jêkin, bîrê ji nû ve lêkin û ava wê paqij bikin...« Bi dû re Bavo di xew re çûbû. [4274 uzun_bira] Mezo û Kudret derketibûn û çûbûn gund û Dayê jî şalekî tenik avêtibû ser Bavo û vegeriyabû hundir. [4275 uzun_bira] Bîra bexçê, Bavo û purtaqalên wî bi tenê mabûn... [4276 uzun_bira] Heta kengî Bavo di xewa jînê de bû? [4277 uzun_bira] Kengî wî gav avêtibû aliyê din ê xewê, yanê mirinê? [4278 uzun_bira] Ew êşiyabû? [4279 uzun_bira] Wî di xewa xwe de çi xewn dîtibûn, di xewnên dawîn de çi daxwaz kiribûn? [4280 uzun_bira] Mixabin, kes bi van nizane, lê çaxa Dayê, ji bo şîva êvarê çûbû ko Bavo hişyar bike, Bavo hişyar nebûbû. [4281 uzun_bira] Bêdeng û bi kîbariyek ko gelekî lê dihat, wî xatir xwestibû û çûbû. [4282 uzun_bira] Bavo, stûna mal û malbata me, tîmsala tarîx û hebûna me, çûbû. [4283 uzun_bira] Bavo, ew însanê ronakbîr, xwendî û dîtî, xwediyê kitabxana mezin, nivîskarê zarên kurdî, farisî û tirkî, tarîxnas, hosteyê kuliyata »Tarîh–î Cewdet«, hostayê tarîxa Mîr Bedirxan, çûbû... Bavo li welatekî pir dûr, li Misirê çûbû. [4284 uzun_bira] Safter, birayê min ê biçûk, roniya çavên min, li welatekî dûr, li Alemanyayê çûbû. [4285 uzun_bira] Li welêt ko êdî ji me bi dûr bû, li Diyarbekirê, gelek pêşewayên kurdan, dost û hevalên Bavo û me, bi dar ve bûbûn û çûbûn: Mirinê bi ser me de girtibû. [4286 uzun_bira] Gotina Bavo rast bû; dewra felekê li ser me kîn bû. [4287 uzun_bira] Ne bi tenê derd û keserên xurbet û derketinê, lê mirinê jî dest pê kiribû û bi girane û zompên xwe dilê me yê birîndar dihinciqand. [4288 uzun_bira] Gotinek ko Bavo her digot li Bavo jî dihat; mêrê çê li navê xwe tê. [4289 uzun_bira] Mîna her kirin, tevger û gotina wî, mirina Bavo jî li her alî deng da. [4290 uzun_bira] Dost, nas û nêz giriyan û li şînê rûniştin. [4291 uzun_bira] Dijmin, kirêt û hesûd jî keniyan û rabûn govendê. [4292 uzun_bira] Ez niha çi bibêjim? [4293 uzun_bira] Min diviya li ser Bavo, jîn û tecrubên wî, pêwendiya min û wî gelek tişt binivîsanda. [4294 uzun_bira] Ne niha di nav van rûpelên Bîra Qederê de, lê heye ko di nav romaneke din de ko li dora jîna Bavo bihata hûnandin. [4295 uzun_bira] Lê mîna pir tiştên din, min ev yeka hanê jî nekir. [4296 uzun_bira] Min ne ew wext û quwet, ne jî îmkan û destek hebû. [4297 uzun_bira] Min ê Bavo û jîna wî ji kê re, çawan û li ko binivîsa? [4298 uzun_bira] Lê eger min kitaba Bavo binivîsa, min dizanîbû, min ê çawan dest pê bikira. [4299 uzun_bira] Destpêk ê, kêm-zêde, weha bûya; [4300 uzun_bira] Bavo, mamostayê jîna min, hosteyê riya qedera min. [4301 uzun_bira] Bavo, lawê sirgûnê, kurê Mîrê sirgûnkirî, bavê zarokên li sirgûnê bûyî. [4302 uzun_bira] Bavo, nobedarê roja yekemîn a umrê min, stêrka çirûsî ya zaroktiya min. [4303 uzun_bira] Bavo, hevalê xeyalên min, şirîkê pênûsa min, siya rêzên min, hêza gavên min, hêviya şevên min. [4304 uzun_bira] Bavo, lawê asîl, bavê serbilind, dostê ziravbihîstiyar. [4305 uzun_bira] Bavo, bavê min... [4306 uzun_bira] – Em divê li rê û riyan bigerin, weha nabe, weha nikare dewam bike, Memduh Selîm Beg dibêje û dest bi axaftina xwe ya dirêj dike. [4307 uzun_bira] Axaftina wî li ser rewşa Turkiyê û kurdan, serhildana 1925-an a kurdan, encamên serhildanê û rewşa wî bi xwe ye. [4308 uzun_bira] Mîna ko ew li gotina bigere û wan hilçîne, ew hêdî hêdî, gotin bi gotin, dipeyive. [4309 uzun_bira] Berî ko ew gotina xwe xelas bike, bi qasî bîskekê, ew radiweste û li hevalên xwe dinihêre, paşê dîsan bi pênûsa destê xwe li ser kaxizê li berê çend xêzan dikişîne û gotina xwe temam dike, [4310 uzun_bira] – Ji Awrûpa, Iraq û deverên din gelek xeber û name ji min re tên da ko kurd kirasê çavpahniyê li xwe nekin, perda nizmahiyê nekişînin ser xwe, çavên xwe negirin, bêdeng nemînin û dest bi tevgereke nû bikin... Êdî gotin ya we ye. [4311 uzun_bira] Piştî ko Memduh Beg gotina xwe xelas dike, Celadet ji cîhê xwe radibe, [4312 uzun_bira] – Spas Memduh Beg, ew dibêje, gotinên te sedî sed rast in. [4313 uzun_bira] Roj, roja şixul û xebatê ye. [4314 uzun_bira] Cîhan li hêviya dengê me ye, herkes li benda tevgerê ye. [4315 uzun_bira] Qet nebe, divê em nîşan bidin ka em kî ne... [4316 uzun_bira] Tu kî yî, xanima delal? [4317 uzun_bira] Celadet ji keçika ko derdikeve ber derî dipirse. [4318 uzun_bira] – Ez Rûşen im, keçik dibêje. [4319 uzun_bira] Rûşen, keça Mihemed Salih Beg? [4320 uzun_bira] Belê, keça Mihemed Salih Begê Bedirxanî... [4321 uzun_bira] – Tu dizanî ka ez kî me? [4322 uzun_bira] Keçik, bi qasî bîskekê, bi dîqet, li Celadet dinihêre û paşê serê xwe di mana »na« de, dihejîne. [4323 uzun_bira] Keçik wî nas nake. [4324 uzun_bira] – Ez Celadet im, kurmamê te Celadet... [4325 uzun_bira] – Celadet Amca! [4326 uzun_bira] keçik, bi nîda, bi tirkî, dibêje û serê xwe dizîvirîne aliyê hundir û gazî diya xwe dike; Yadê, Celadet Amca hatiye, were... [4327 uzun_bira] Belê, eynî welê bû. [4328 uzun_bira] Ji bo hin civîn û hevûdudîtinan, ez çûbûm Şamê. [4329 uzun_bira] Gava ez li Şamê peya bûm, min berê xwe da taxa Salihiyê, Cisirî Abdî, nik Hemama Efîf, mala Salih Beg, kurê mamê min Mehmûd. [4330 uzun_bira] Ji mêj ve bû ko Salih Beg wefat kiribû, lê mala wî, jina wî Samiye Xanim, ko dotmama min bû û keça wî Rûşen, li Şamê dijiyan. [4331 uzun_bira] Min navnîşana wan ji mamê xwe Xelîl Ramî Beg wergirtibû. [4332 uzun_bira] Rojeke germ a havîna welatê Sûriyê bû. [4333 uzun_bira] Xwîdan ji min diçû. [4334 uzun_bira] Min çaketê xwe yê reş ji xwe kiribû, qumçika stû yê gomlegê vekiribû û qirawata belek sist kiribû. [4335 uzun_bira] Hema çi bigire, min hîç bi erebî nizanîbû. [4336 uzun_bira] Min Şam û axa welatê Sûriyê nas nedikir. [4337 uzun_bira] Me dest bi xebatê kiribû, roj bi roj, diyartir dibû ka me çi dixwest û em ê biketina pey çi. [4338 uzun_bira] Dijmin û kes û hêzên nedost li dora me bûn. [4339 uzun_bira] Em diviya bi tevdîr bûna. [4340 uzun_bira] Loma min xwest ko ez pêşî herim mala Salih Beg wan. [4341 uzun_bira] Min Rûşen di zaroktiya wê de carekê, li Stembolê dîtibû. [4342 uzun_bira] Gava min li deriyê mala wan xist û ew derket ber derî, hingî min cara yekemîn ew mîna keçeke xama dît. [4343 uzun_bira] Keçikeke hufde–hîjde salî, kin, qut, zirav û eger ez rastiyê bibêjim, nexweşik, derketibû ber derî. [4344 uzun_bira] Porê wê kurt, çavên wê biçûk, lêvên wê zirav, stûyê wê kurt û destên wê biçûk bûn. [4345 uzun_bira] Lê poz û eniya wê nîşan di-da ko ew Bedirxanî bû. [4346 uzun_bira] Welê dixuya ko ew li diya xwe çûbû. [4347 uzun_bira] Ji ber ko bavê wê, Salih Beg ko min ji salên 1910-an, ji Stembolê dinasî, dirêj, girs û lihevhatî bû. [4348 uzun_bira] Salih Beg ko hingî li Stembolê sernivîskarê kovara Rojî Kurd bû, bi çelengiya xwe nav dabû û çavên gelek ji metên min li serê bûn. [4349 uzun_bira] Lê ew li Stembolê nema û çû. [4350 uzun_bira] Paşê, eger ez ne şaş bim, sala 1915-an, me bihîst ko Salih Beg li Şamê wefat kiriye. [4351 uzun_bira] Wî dil hebûye, bi dizî, vegere Cizîra Botan, welatê bav û kalan. [4352 uzun_bira] Lê berî çûyina xwe, wî wefat kiriye. [4353 uzun_bira] Agahî û zanînên min ên li ser Salih Beg û mala wî, bi tenê, ji van çend rêzan dihate pê. [4354 uzun_bira] Ne zêde... Lê wê roja leylanên welatê ereban, di nav xwîdanê de mayî, bîhnçikyayî, ez li ber deriyê wan bûm. [4355 uzun_bira] Û Rûşen ko ji jinên ko min nas kiribûn, Şehrîban, Saadet Abla, Canan, Monika, pir cihê bû, li ber derî, li hember min bû. [4356 uzun_bira] Pêlên felekê, yan jî em bibêjin qederê, îcar jî ez avêtibûm ber mala wan. [4357 uzun_bira] Û Rûşenê ji min re digot »Celadet Amca...« [4358 uzun_bira] Paşê çi bû? [4359 uzun_bira] Ma wê çi bibûya? [4360 uzun_bira] Felekê her karê xwe berdewam kir û qedera min, bi huner û hostehî, hûnand... [4361 uzun_bira] – Celadet Amca, biferme, were hundir, keçik dibêje, -bêyî ko li hatina diya xwe bipê. [4362 uzun_bira] Keçik rê nîşanî Celadet dide û herdu bi hev re derbasî aliyê hundir dibin. [4363 uzun_bira] Li paş derî sewkiyeke fireh û hinekî bilind, li pey jî hewşeke fireh a malê heye. [4364 uzun_bira] Sewkiya serîgirtî bi bahlîf û doşekan raxistî ye. [4365 uzun_bira] Gava keçik li ser sewkiyê cîh nîşanî Celadet dide, diya wê jî tê nik wan. [4366 uzun_bira] – Celadet Beg, tu bi xêr û xweşî hatî, ser seran, ser çavan, diya keçikê dibêje. [4367 uzun_bira] Fermo, rûne, bîhna xwe vede... [4368 uzun_bira] – Ma hûn nikarin taseke ava hênik bidin min, Celadet xwîdana eniya xwe paqij dike û dibêje. [4369 uzun_bira] Ez fetisîm, ji tîna bihecîm. [4370 uzun_bira] Keçik dilezîne hundir. [4371 uzun_bira] Diya wê jî tê û li ser doşega kêleka Celadet rûdine. [4372 uzun_bira] Celadet diya Rûşenê nas nake û cara yekemîn e ko wê dibîne. [4373 uzun_bira] – Samiye Xanim, heye ko di zaroktiyê de me hevûdu dîtiye, lê nayê bîra min. [4374 uzun_bira] Min navê we gelekî bihîstibû, lê heta niha qismet nebû ko em hevûdu bibînin... [4375 uzun_bira] – Me jî, hem min hem Rûşenê, pir dixwest te bidîta. [4376 uzun_bira] Berî niha bi çend rojan, Apê Xelîl Ramî xeberek şandibû û gotibû ko tu dê werî Şamê. [4377 uzun_bira] Çavê me li rê bû... Bila serê te, serê me sax be, em hemû pir li ber wefata mamê min Emîn Alî Beg ketin. [4378 uzun_bira] Ew hîmê hebûna me bû... [4379 uzun_bira] Keçik, siniyek di destan de, dilezîne û tê nik wan. [4380 uzun_bira] Ew tasa avê dide Celadet û tebaxa ko bi zebeşê dîlimkirî tijî ye, datîne ber wî. [4381 uzun_bira] Celadet radihêje tasê û bi carekê wê vedixwe. [4382 uzun_bira] Piştî ko ew avê xelas dike, ew taseke din dixwaze. [4383 uzun_bira] – Zêde av ne baş e, Celadet Amca, keçik jê re dibêje. [4384 uzun_bira] Hinekî şûtî bixwe, ew ê tiya te bişkîne. [4385 uzun_bira] – Hevalên ezîz, xelk tî ye, ji serfirazî û bi serketinê pê ve, tu tişt tiya xelkê naşkîne, Xelîl Ramî Beg, kalê civînê, dibêje û gotina xwe didomîne. [4386 uzun_bira] Ev xelkê belengaz her bindest e, her darbe dixwe, her dibe dîlê xelkê. [4387 uzun_bira] Bi sedan sal e ko qedera vî xelkê weha kambax e. [4388 uzun_bira] Kevirên Xwedê hemû li ser vî miletê stûxwar û bêkes barîne. [4389 uzun_bira] Ma ne wext e ko ev qeder biguhere? [4390 uzun_bira] Partî, Xoybûn divê bi vî karî rabe, divê vê qederê êdî biguherîne. [4391 uzun_bira] Kurdên derketî yên Tirkiyê û kurdên Lubnan, Sûriye û Iraqê gihîştine hedefa xwe ya yekemîn. [4392 uzun_bira] Wan bi hev re, li Lubnanê, partiya xwe ya siyasî, partiya Xoybûnê, damezrandine. [4393 uzun_bira] Hemû kurdan, axa, beg, şêx, serekeşîr, ronakbîr, zana, nivîskar, rojnamevan, esker, zabît, kumandar, bijîşk, mamoste, karker, gundî, rêncber, mêr, jin... hemûyan xwe li dora Partiyê girtiye. [4394 uzun_bira] Bi gotina Xelîl Ramî Beg, wan bi hev re çirûska hebûn û rabûnê pêxistine. [4395 uzun_bira] Partî bûye stêrka şevên reş, hêviya heyamên tarî. [4396 uzun_bira] Partiyê ji niha ve deng daye. [4397 uzun_bira] Lê kêmanî hê pir û pir in. [4398 uzun_bira] Ji partiyê re rêxisineke têkûz ko li welêt xurt e, divê. [4399 uzun_bira] Jê re pêwendiyên xurt yên navneteweyî divên. [4400 uzun_bira] Jê re îmkanên aborî divên, xelk û eşîr, çek û pûsat, esker û kumandar, rêber û pêşewa, çûyin û hatin, xwendin û nivisîn divên. [4401 uzun_bira] Jê re liberxwedaneke qehîm, serîhildaneke xurt divê. [4402 uzun_bira] Loma, îro, di vê roja xweş a bihara Lubnanê de, mîna gelek carên din, rêber û damezrevanên partiyê li hev rûniştine û li pirs û hedefên partiyê hûr dibin. [4403 uzun_bira] Mîna her carî, mezintirînê civatê Xelîl Ramî Begê Bedirxanî, mamê Celadet, mutesarifê kevn ê Malatyayê, civînê bi rê ve dibe. [4404 uzun_bira] Ew li saloneke biçûk a pansiyonekê rûniştine. [4405 uzun_bira] Ev civîn, civîna dawîn a serekatiyê ye. [4406 uzun_bira] Piştî vê civînê, ew ê, ji bo kar û şixulê partiyê, belav bin û heryek ê bi derekî de here. [4407 uzun_bira] Civatê di nav xwe de hin karên esasî belav kirine; Celadet û Memduh Selîm Beg bûne berpirsiyarên giştî yên gerandina karên rêxistinî û îdarî. [4408 uzun_bira] Kamuran bûye berpirsiyarê malî. [4409 uzun_bira] Sureya Beg, Mewlanzade Rifat Beg û hin kesên din ko ne li civînê ne, bûne berpirsiyarên pêwendiyan. [4410 uzun_bira] Û Ihsan Nûrî Paşa ko di ordiya Osmaniyan de zabitekî navdar bû û niha li çiyayê Agiriyê rêberiya serhildaneke kurdan dike, bûye kumandarê giştî yên hêzên çekdar ên partiyê. [4411 uzun_bira] Em li taxeke derveyî Beyrûdê, di salona biçûk a pansiyonekê de civiyabûn. [4412 uzun_bira] Tevdîrên me temam bûn. [4413 uzun_bira] Li der ji malbata Haco Axa û Şahîn Began çend kesên çekdar li nobetê bûn. [4414 uzun_bira] Li pansiyonê jî, ji me pê ve, tu kes nîn bû. [4415 uzun_bira] Xwarin û vexwarina me ya çend rojan hazir bû. [4416 uzun_bira] Civîn gelek girîng bû. [4417 uzun_bira] Em her yek ji dereke dûr hatibûn... Eger heşê min min nexapîne, ez bawer im, civînê du roj û nîv dewam kir. [4418 uzun_bira] Me gelek pirs zelal kirin, kar û bar diyar kirin û hîmên esasî yên partiyê ava kirin. [4419 uzun_bira] Kî di civînê de hebûn? [4420 uzun_bira] Mixabin, hemû niha nayên bîra min. [4421 uzun_bira] Lê ez, simbêlqusandî, li wir bûm! [4422 uzun_bira] Kekê min Sureya, simbêlbadayî, ji Misirê hatibû û li wir bû. [4423 uzun_bira] Kamo, birayê min ê nû simbêlberdayî ko doxtora xwe li Munîxê temam kiribû û dabû pey min, hatibû, li wir bû. [4424 uzun_bira] Em hersê bira, bi xurtî, bi dil û can, ketibûn nav refên pêşîn ên tevgera nû ya kurdî. [4425 uzun_bira] Eger tu xwişk û birayên min ên din, Tewfîk û Hîkmet bipirsî, ew li Stembolê bûn û hema çi bigire tu pêwendiya me bi wan re nîn bû. [4426 uzun_bira] Bi dû wefata Bavo re, diya min û Mezo, li ser daxwaza wan bi xwe, vegeriyabûn Stembolê, mala me ya Kizitoprakê. [4427 uzun_bira] Ji bo selameta wan, me nedixwest tu pêwendî bi wan re daniya. [4428 uzun_bira] Mamê min Xelîl Ramî Beg ko ji aliyê rejîma nû ya Tirkiyê ji welêt hatibû derxistin, tevî vi umrê xwe yê kal, li wir bû. [4429 uzun_bira] Yek ji nêzîktirîn dostên min ên Stembolê Memduh Selîm Beg, mîna her gavê xweşlixwekrî û porşehkirî, li wir bû. [4430 uzun_bira] Xwediyê rojnama me ya Stembolê Serbestî, hostayê min ê rojnamevaniyê Mewlanzade Rifat Beg ko mîna mamê min, hatibû bi dûrxistin, westiyayî û heşê wî li dereke din, li wir bû. [4431 uzun_bira] Yanî birekî girîng ê jîna min a Stembolê koç kiribû û hatibû Lubnanê. [4432 uzun_bira] Ji kurdên Sûriyê Mistefa û Bozan Şahîn Beg, ew herdu birayên qedirbilind, simbêlbadayî, li wir bûn. [4433 uzun_bira] Haco Axa, serekê eşîreke mezin û dostê malbata me, li wir bû... Û hîn gelek kesên din ko niha nayên bîra min. [4434 uzun_bira] Me gotibû »Destê bi tenê deng jê nayê« û xwe dabû hev. [4435 uzun_bira] Îcar me dil hebû, bi qewlê mamê min, tiya xelkê belengaz bişikanda û qedereke xirab û kambax a sedsalan biguheranda. [4436 uzun_bira] Heçî ez bûm, belê, gava ez ji Misirê daketibûm Lubnanê, mîna nîşana dem û heyamên nû, min simbêl jêkiribû. [4437 uzun_bira] Lê mîna pirî caran, ez di vê fikra xwe de jî şaş ketibûm. [4438 uzun_bira] Mîrê kurdan bê simbêl nedibû! [4439 uzun_bira] Kurdan mîrên xwe bi rîh û simbêl dizanîbûn... Min dîsan dest pê kiribû û simbêl berdida. [4440 uzun_bira] Ev yek. [4441 uzun_bira] A diduyan, min dîsan dest pê kiribû û deftera ko Cananê, yara min a nemir ko min dikir, nedikir, nikarîbû şopa wê hilda, dabû min, ji nû ve, piştî wefata Bavo, vedikir. [4442 uzun_bira] Defter ji bo xulase û kitekitên rojên germ ên partiyê diviya. [4443 uzun_bira] Min ew ji çanta biçûk a textîn derxistibû û xistibû paşla xwe. [4444 uzun_bira] Jê bîhna Cananê dihat. [4445 uzun_bira] Defter û xeyalên yara windabûyî êdî li nik min bûn. [4446 uzun_bira] A sisiyan, min dest pê kiribû û rûyê xwe ji Ewrûpa dizîvirand û ber bi welêt dikir. [4447 uzun_bira] Monika name dişandin da ko ez biçûma ziyareta wê. [4448 uzun_bira] Piştî wefata Safter, Peiîkanê çend name nivisîn da ko ez vegeriyama Alemanyayê û min ew û qebra Safter ziyaret bikira. [4449 uzun_bira] Hevalbendên me yên partiyê, ji Parîsê, name dinivîsîn da ko ez biçûma ziyareta wan. [4450 uzun_bira] Lê ez diviya li Rohilata Navîn bimama. [4451 uzun_bira] Xebat û şixul li navçê pir bû û li navçê girîngtir bû. [4452 uzun_bira] Min pir dixwest biçûma ser gora birayê xwe yê siûdxirab û bêkes, lê min keys nedidît. [4453 uzun_bira] Min xwe spartibû şevên spî yên Lubnanê û gav bi gav, nêzîkî li dilê Rohilata Navîn dikir, tûla li ser rûyê wê radikir. [4454 uzun_bira] – Partiya Xoybûnê hebûna me ye, heyîn û heyîtiya me ye, Haco Axa li ber xwe dinihêre û dibêje. [4455 uzun_bira] Me hemûyan pir şaşî kirin. [4456 uzun_bira] Dijminan jî ev şaşiyên me bi kar anîn. [4457 uzun_bira] Û dewletên serketî, nemaze Ingilîstan û Franse, mîna ko mesûlê şerê cîhanê em bûn, welatê me perçe kirin, pişta me şikandin... Doza me mezin e. [4458 uzun_bira] Bila Xoybûn bibe xwediyê me, xwediyê doza me. [4459 uzun_bira] Piştî ko Haco Axa gotina xwe xelas dike, Xelîl Ramî Beg radibe ser piyan û dibêje, [4460 uzun_bira] – Birano, ev bûn çend saet ko em li ser van kursiyên hişk rûniştine, em qerisîn... em westiyan... birayên me li jêr xwarin hazir kirine, em dakevin û pariyekê bixwin. [4461 uzun_bira] FOTOGRAF 10: Aş çûye; kurd li çeqçeqokê dipirsin... [4462 uzun_bira] Ev fotografa dehan a Bîra Qederê ko sê kesan nîşan dide, fotografeke taybetî ye. [4463 uzun_bira] Ev fotograf di nav hemû fotografên romanê de xwedî cîhekî xas e. [4464 uzun_bira] Fotograf, ya şoreş û şoreşgerî, çek û çekdariyê ye. [4465 uzun_bira] Fotograf, ya heyama tevger û rêkxistina Xoybûnê ye. [4466 uzun_bira] Fotograf nîşana kel û best, daxwaz û coşa rabûn û serhildanê ye. [4467 uzun_bira] Li fotografê sê kes dixuyin; Celadet Alî Bedirxan, lehengê vê romanê, Qedrî Cemîlpaşa û Ekrem Cemîlpaşa, pismamên hev ên man û nemanê, dostên Celadet Beg, rêberên nû yên Partiya Xoybûnê. [4468 uzun_bira] Hersê heval, hersê rêber, li kêleka maseyeke dirêj rûniştine. [4469 uzun_bira] Li ber wan, li ser masê nexşeyek heye. [4470 uzun_bira] Wan nexşe vekirine û bi dîqet lê dinihêrin. [4471 uzun_bira] Celadet Beg li kêlekeke masê, Ekrem Beg jî li kêlekeke din rûniştine. [4472 uzun_bira] Qedrî Beg di navbera herduyan de ye. [4473 uzun_bira] Hersê li kêleka hev rûniştine û li nav û xêzên nexşê dinihêrin. [4474 uzun_bira] Kincên ko li ser wan in, kincên heyama Xoybûnê ne; kincên çekdaran. [4475 uzun_bira] Li ser milê Qedrî Beg çaketek heye. [4476 uzun_bira] Wî çaket li xwe nekiriye, lê avêtiye ser milên xwe. [4477 uzun_bira] Celadet û Ekrem Beg bi tena qutik in. [4478 uzun_bira] Çend qumçikên jor ên sîngê yên Celadet Beg vekirî ne, porê wî kin qusiyayî, simbêlê wî hatî ye. [4479 uzun_bira] Welê dixuye ko ew, ji çend rojan û vir ve ye, kur nebûye. [4480 uzun_bira] Kincên herdu pismaman, Qedrî û Ekrem Began, bi şal û şepikên kurdan dişibin. [4481 uzun_bira] Şal û şepikên ko di lec, pêveçûn û şeran de kincên herî baş in. [4482 uzun_bira] Qutikên wan jî, ji qutikê bêtir bi kiras dişibin û heta qirikê, bi qumçikan, girtî ne. [4483 uzun_bira] Serê Celadet Beg vekirî ye, porê wî tevîhev e, lê yên Qedrî û Ekrem Began bi kolozek û şarekê li dor pêçayî girtî ne. [4484 uzun_bira] Simbêlê wan ê badayî pir xweş li cil û bergên wan tê. [4485 uzun_bira] Heta vê derê, tevî kincên Qedrî û Ekrem Began, fotograf tiştekî zêde nabêje. [4486 uzun_bira] Meriv dikare bawer bike ko ew li seyrangehekê ne û li nexşeyeke, em bibêjin, welatekî Awrûpayê dinihêrin... Yan jî ew li ser riya nêçîrê ne. [4487 uzun_bira] Lê du tiştên din ên fotografê hemû fotograf îzeh dike; çek û pûsatên Ekrem Beg û mohra li ser masê. [4488 uzun_bira] Belê, Ekrem Beg bi çek û rext e. [4489 uzun_bira] Tifingeke zîvhêlî ya şeşxana helqedar di navbera herdu lingên wî de ye. [4490 uzun_bira] Tifing ber bi jor, ber bi aliyê navlûyê rawestaye. [4491 uzun_bira] Wî destê xwe yê rastê daniye ser lûla tifingê û bi wî awayî li nexşê dinihêre. [4492 uzun_bira] Wî rexteke bi kespikan neqişkirî li pişta xwe girêdaye, çenteyeke reş a eskerî û cewdikekî biçûk jî xistine milê xwe. [4493 uzun_bira] Tifing, kemera tifingê, çanta eskerî, cewdik û rext, bi qumçikên zîvîn, bi neqş û xemil, dibiriqin. [4494 uzun_bira] Ekrem Beg hemû tevdîrên xwe stendine; ew, ji bo çiyayên asê, warê serhildanan, amade ye! [4495 uzun_bira] Mohra li ser masê jî mohra Partiya Xoybûnê ye. [4496 uzun_bira] Mohr hertim li nik serekan e û serek hertim kar û şixulê xwe bi mohrê dibînin û digerînin. [4497 uzun_bira] Çek, rext, mohr û bala wan nîşan didin ko ev hersê heval bi karekî girîng ê eskerî rabûne, belê, bi şixulê serhildaneke kurdan ko Partiya Xoybûnê li pey e, mijûl in. [4498 uzun_bira] Fotograf li ko û kengê tê kişandin? [4499 uzun_bira] Ne fotograf bi xwe, lê destnivîsa xwar û xweş a Celadet Begê ko li pişta fotografê ye, vê yekê diyar dike; Hasiçe, Temmuz, 1930. [4500 uzun_bira] Bi vê nav û nîşana cîh û wextê êdî fotograf bi her awayî diyar dibe; fotograf, a heyama dijwar a şoreş û serhildanan e. [4501 uzun_bira] Salên dawiya 1920-an û destpêka 1930-an, ji bo kurdan, salên gelekî aloz, tevîhev û dijwar in. [4502 uzun_bira] Kurdan şikest li ser şikest xwarine. [4503 uzun_bira] Serhildana wan a 1925-an têk çûye û serekên serhildanê li bajarê herî mezin ê kurdan Diyarbekirê, bi dar ve bûne. [4504 uzun_bira] Serhildanên wan ên 1926-27-28-an jî bêhavil mane. [4505 uzun_bira] Pêlên serîhildanan, ji ber gelek sebeban, şikestine. [4506 uzun_bira] Lê serhildan didomin, bi gotina Partiya Xoybûnê, hêvî neçilmisiye. [4507 uzun_bira] Niha, di dawiya salên 20-an de, kurdan ala serhildanê, îcar, bi rêberiya Partiya Xoybûnê, li dora çiyayê Agiriyê hildane. [4508 uzun_bira] Lê serîhildana ko di destpêkê de xurt û geş bû, niha, nikare bi pêş keve. [4509 uzun_bira] Dor lê tê girtin û nefes lê diçike. [4510 uzun_bira] Rejîmên Tirkiye û Îranê li hev hatine; serhildana kurdan divê biperçiqe... [4511 uzun_bira] Serhildan û serfirazî, perçiqîn û bindestî... jiyana kurdî ya salên 30-an li dora van gotin û kirinan hatiye rapêçandin. [4512 uzun_bira] Û di navenda vê jiyanê de jî, ev hersê rêberên kurd li odeyeke bêtekber, vala û rût, li dora masayekê, rûniştine û hewl didin ko mêzîna qedera kurdî ber bi serfiraziyê dakeve. [4513 uzun_bira] Celadet Beg bi destê xwe yê rastê, li ser nexşê, cîhekî nîşan dide. [4514 uzun_bira] Herdu pismam jî bi hizr li eynî cîhî dinihêrin. [4515 uzun_bira] Herdu destên Qedrî Beg li ser masê ne, di destê wî yê rastê de pênûsek heye. [4516 uzun_bira] Destê rastê ber bi destê Celadet Beg çûye. [4517 uzun_bira] Welê dixuye ko haya wan ji fotografkêş nîn e. [4518 uzun_bira] Ew ne bi fotografê, lê bi şixulekî cidîtir mijûl in. [4519 uzun_bira] Lê digel vê yekê, fotograf, bi gotina fransizan »theatral« e. [4520 uzun_bira] Tê de jîn heye, ew jîndar e. [4521 uzun_bira] Gerçî ew li fotografkêş nanihêrin, lê mîna ko haya wan jê heye ko ev fotograf dê, rojekê, bibe fotografa salixdana salên 30-an û bibe behsa romanekê! [4522 uzun_bira] Mîna ko ew dixwazin awir û nêrîna xwe, ked û lebata xwe, bi alîkariya fotografê, vebihuhezînin nifşên nû. [4523 uzun_bira] Mîna ko wan dil heye ko ew vê kurtedema bîhnekê ko tarîxî ye, bikin tarîx! [4524 uzun_bira] Ew li nexşa ber xwe dinihêrin, lê mîna ko ew li pêşerojê, li nifşên nû dinihêrin. [4525 uzun_bira] Belê, ji fotografê baş diyar e ko ew bi dûrbînî li nexşê dinihêrin... [4526 uzun_bira] Fotograf mirî ne; bêzar û bêziman, bêdeng û bêpejn in. [4527 uzun_bira] Kesê ko li wan dinihêre, li gora xwe, jiyanekê û dengekî dide wan. [4528 uzun_bira] Lê ev fotografa dehemîn a Bîra Qederê dijî, tê de jîndariyeke xurt heye. [4529 uzun_bira] Awir û nêrîna wan a cidî, rûniştin û rawestana wan a qaîm, cil û bergên wan ên deşt û zozanan, nexşe û mohra li ber wan, çek û rextên neqişandî, ev hemû tişt, jiyaneke taybetî dide vê fotografê. [4530 uzun_bira] Nêrevan, bivê-nevê, bi heyecan lê dinihêre. [4531 uzun_bira] Şoreşgerên heyama dijwar û fotografa şoreşgeran heyecan dide nêrevan. [4532 uzun_bira] Hawirdor heyecan dide Celadet Beg. [4533 uzun_bira] Ew bi heyecan li tîrêjên tavê ko li hember wî hiltên, li çiyayên asê û li refê teyrên ko difirin dinihêre. [4534 uzun_bira] Ro, bi rengekî helesor, li pey çiyan, hêdî hêdî, hiltê. [4535 uzun_bira] Ji dûr ve, dengê dîkin tê. [4536 uzun_bira] Dinya zelal û hinekî sayî ye. [4537 uzun_bira] Dinya kirasê belek ê havînê li xwe kiriye. [4538 uzun_bira] Hawirdor bi rengên têvel xemiliye. [4539 uzun_bira] Dinya hişyar dibe û haziriya rojeke nû dike. [4540 uzun_bira] Rojeke nû ya havîna 1929-an dest pê dike. [4541 uzun_bira] Celadet Beg bi hêdîka derî bi piştkî digire û derdikeve ber derî. [4542 uzun_bira] Ew li welatê bav û kalan, li deverên Behdînanê ye. [4543 uzun_bira] Ji bo gerandina kar û xebatên Xoybûnê, ew û çend hevalên wî, bi hev re, hatine nav kurdan, welatê Iraqê. [4544 uzun_bira] Ew xwe dide hev, cakêt û pantolê xwe hinekî rast dike û dere çend mîtro ji derî bi dûr, li ber dîwarê xênî, li ser totikan rûdine. [4545 uzun_bira] Ev aramî, ev bêdengî! [4546 uzun_bira] Ev zelalî, ev paqijî! [4547 uzun_bira] Di cîhaneke dîn û har de ev bihuşt!.. [4548 uzun_bira] Belê, min jî di deftera xwe de welê nivisî. [4549 uzun_bira] Bi kurdî; ev bihuşt... Tiştên ko min dinivîsîn, bîr û hizrên min, hîs û dengên min bûn. [4550 uzun_bira] Gava ez bi tenê dimam û difikirîm, ew tiştên ko min dixwestin ji xwe re bigotina, min li ser kaxiz dinivîsîn. [4551 uzun_bira] Wê rojê jî welê bû; aram, bêdeng, zelal û paqij. [4552 uzun_bira] Cara yekemîn bû ko ez li heremê Behdînanê bûm. [4553 uzun_bira] Ez hatibûm dilê welatê kurdan. [4554 uzun_bira] Zarê bav û kalên min, devoka Cizîra Botan û Hekaran, li wir, bêrawest, dihate peyivîn. [4555 uzun_bira] Zimanê kurdî, zimanê jîn û civatê bû! [4556 uzun_bira] Kal û pîr bi kurdî dua dikirin, sond dixwarin. [4557 uzun_bira] Jinebî bi kurdî nifir li dora xwe dibarandin. [4558 uzun_bira] Şivan û gavan bi kurdî naxir û keriyên xwe diçêrandin. [4559 uzun_bira] Zarok bi zimanê maderî digiriyan û dikeniyan. [4560 uzun_bira] Dê zarokên xwe yên dergûşê bi kurdî dilorandin. [4561 uzun_bira] Civat bi zimanê kurdî radibû û rûdinişt û digeriya. [4562 uzun_bira] Dengbêj û çîrokbêj gotinên kurdî, mîna almas, yaqût û ziberced, li hev digerandin. [4563 uzun_bira] Zimanê kurdî jî, mîna wê roja nû, zelal û paqij bû. [4564 uzun_bira] Ev yeka hanê, ji bo min, kurdê muhaceretê, mehkûmê zimanên biyanî, bûyereke girîng bû. [4565 uzun_bira] Lê berî ko ez gotina xwe bidomînim, min divê ko ez şaşiyeke te rast bikim. [4566 uzun_bira] Ew roja ko tu niha behs dikî, rast e, rojeke havînê bû, lê ne ya 1929an. [4567 uzun_bira] Ya 1928-an bû. [4568 uzun_bira] Ev yeka baş tê bîra min, ji ber ko ez bi tenê sala 1928-an çûm Iraq û Îranê. [4569 uzun_bira] Ji destpêka tîrmehê heta dawiya salê, ez li wan deran mam. [4570 uzun_bira] Gera min û çîroka min û wan rojan dirêj e. [4571 uzun_bira] Min hin bûyerên muhîm ên wan rojan di deftera xwe ya biçûk de, di deftera Cananê de, nivîsîne. [4572 uzun_bira] Gelekî di ser re û bi çend gotinan. [4573 uzun_bira] Heye ko weha hîn çêtir bû. [4574 uzun_bira] Tiştên ko min hingî nenivîsîn, ne hewce ye ko ez niha jî bibêjim. [4575 uzun_bira] Tiştên ko min di defterê de nivisîn, ne hewce ye ko ez niha dubare bikim. [4576 uzun_bira] Bi kurtî, ez weha bibêjim; Xoybûn, hebûna kurdan xurt dibû. [4577 uzun_bira] Partî çêbûbû, bi rê ketibû, li her alî deng dabû. [4578 uzun_bira] Bi gotina kurdan, me mû bi mû rîhek çêdikir. [4579 uzun_bira] Ji her alî kurdan dixwestin bi me re pêwendî ava bikirana. [4580 uzun_bira] Herweha ji Iraq û Îranê jî. [4581 uzun_bira] Li Iraqê perçeyekî mezin ê miletê kurd dijiya. [4582 uzun_bira] Jixwe heta salên 1920-an, welatekî bi navê Iraqê nîn bû, ew dever jî perçeyekî dewleta Osmanî bû û perçeyekî mezin ê welatê kurdan jî tê de bû. [4583 uzun_bira] Li ser tixûbên Îranê, li aliyê Tirkiyê, kurdan bi rêberiya partiyê û kumandarê kurd Ihsan Nûrî, serhildanek li dar xistibûn. [4584 uzun_bira] Partiyê diviya xwe bi wan deveran bighanda. [4585 uzun_bira] Loma ez wê roja ko tu qal dikî, li wir bûm. [4586 uzun_bira] Ez li rê bûm û ber bi Îranê diçûm. [4587 uzun_bira] Min ê hem li Iraqê hem li Îranê gelek kes bidîtina, gelek tişt bikirina û xwe bi tixûbên serhildanê bigihanda. [4588 uzun_bira] Celadet Beg ji berîka xwe pakêta cixarê û heste derdixe û cixareyekê vêdixe. [4589 uzun_bira] Ew li gund û xaniyên gund dinihêre. [4590 uzun_bira] Xaniyên mîna xirbe, bi kevirên reş, peregende, lêbûne. [4591 uzun_bira] Li pêşiya wî, bi qasî pêncî mîtro jê bi dûr, meydana gund û kahniya gund xweşiyeke aram dide gund. [4592 uzun_bira] Celadet Beg li xuşexuşa ava kahniyê guhdarî dike. [4593 uzun_bira] Ew nefesekê ji cixara xwe dikişîne û li çiyayên hember xwe dinihêre. [4594 uzun_bira] Çiya mîna şerîdekî, mîna zincîreke reş li ber wî rêz bûne. [4595 uzun_bira] Çiya û kurd, ew bi deng difikire û dibêje... Çiya û kurd... Ma Ksenefonê yewnanî, berî niha bi hezar salan, negotibû ko kurd û çiya aşiqê hev in?.. [4596 uzun_bira] Celadet, ew didomîne û dibêje, Celadet, Ceco... Te pişta xwe daye ku? [4597 uzun_bira] Te berê xwe daye ku? [4598 uzun_bira] Umir ji sîhî diqulipe ser çelî. [4599 uzun_bira] Jîn diqulipe ser xewneke tevlîhev. [4600 uzun_bira] Bav çû, yar çû, welat çû, jîna Stembolê çû, xeyala vegerê çû... Dûmahîka vê riyê çi ye, li ko ye? [4601 uzun_bira] Hingê deriyê xaniyê kêlekê vedibe û jê keçikeke 6-7 salî derdikeve. [4602 uzun_bira] Keçik li Celadet Beg dinihêre û bi şermokî jê rû badide. [4603 uzun_bira] Celadet Beg bang keçikê dike, [4604 uzun_bira] – Delalê, metirse, were, were nik apê xwe. [4605 uzun_bira] Keçik bi hêdîka tê ba wî. [4606 uzun_bira] Ew bi destê keçikê digire û bi destê rastê porê wê dide hev. [4607 uzun_bira] Keçik porzer û çavşîn e. [4608 uzun_bira] Navê te çi ye, delalê, kezîzerê? [4609 uzun_bira] Rûşen e, keçik li pêşiya xwe dinihêre û dibêje. [4610 uzun_bira] – Wey... navê te pir xweşik e. [4611 uzun_bira] Navê bapîra min jî Rûşen bû. [4612 uzun_bira] Navê dotmameke min jî Rûşen e. [4613 uzun_bira] Tu rû bi şên bî, keça min... [4614 uzun_bira] Mamo, tu dê li gundê me bimînî? [4615 uzun_bira] Ma tu dizanî ez kî me, Rûşena delal? [4616 uzun_bira] Erê, babê min gote min... Tu mamo yî, Mîr Ceca... ced... Celadet Beg dikene û keçikê hembêz dike. [4617 uzun_bira] Tu dê li gund bimînî? [4618 uzun_bira] Mîr Ceca... ced hatiye me xelas bike?.. [4619 uzun_bira] – Berî çûyina min, navê min li dewerên ko ez ê biçûmayê, belav dibû, Celadet Beg dibêje. [4620 uzun_bira] Xelkê belav dikir û digot, »Mîr Celadet hatiye welat xelas bike...« Loma jî ez diçûm ko derî, li wir zabit, eskeriye û mixaberat li pey min bûn. [4621 uzun_bira] Celadet Beg, li Şamê, li mala Samiye Xanim û keça wê Rûşenê ye. [4622 uzun_bira] Wan Celadet Beg ezimandine şîva êvarê. [4623 uzun_bira] Celadet Beg jî tevî çend dostên xwe, Haco Axa, Bozan Şahîn Beg û çend kurdên din ên Sûriyê hatiye malê. [4624 uzun_bira] Ew li oda rûniştinê ya malê li ser doşekan rûniştine. [4625 uzun_bira] Samiye Xanim, Rûşen û du hevalên Rûşenê bi haziriya xwarinê mijûl in. [4626 uzun_bira] Rûşen û diya wê di navbera odeyan û mitbaxê de derin û tên. [4627 uzun_bira] Carina jî Rûşen tê û li ber deriyê odê, li ser kursî rûdine û guhê xwe dide sohbeta odê. [4628 uzun_bira] – Em bi heviyên mezin çûbûn wan aliyan, Iraq û Îranê, Celadet Beg ji hevalên xwe re dibêje. [4629 uzun_bira] Lê kurdan bi xwe, bi gotin û nezaniya xwe, rê li me girtin. [4630 uzun_bira] Kurd hînî xebatên nehînî û rêkxistinî nebûne, hê jî bi awayê eşîrî li meselan dinihêrin, ji mêvanperwerî, dilsozî û fedakariyê re bêpayan in. [4631 uzun_bira] Lê heçî xebata modern e, ew jê bi dûr in. [4632 uzun_bira] Ew hê nizanin teşkîlat çi ye! [4633 uzun_bira] Min bi hezar zehmetî xwe ji destê rejîma Îranê xelas kir. [4634 uzun_bira] – Mîrê min, tu hê kurdan nas nakî, Haco Axa bi ken dibêje, te hê tiştekî wan nedîtiye!.. [4635 uzun_bira] – Me dil heye ko em sifrê li vir, li erdê, raxînin, Rûşen dikeve hundir û dibêje. [4636 uzun_bira] Gelo bi dilê we ye? [4637 uzun_bira] Yan na, em divê derbasî aliyê mitbaxê bin. [4638 uzun_bira] – Heyra ev der çêtir e, Haco Axa dibêje, me mebin û mexin mitbaxa teng û me li dora kursiyan rêz mekin. [4639 uzun_bira] Em ê li vir, li erdê, li gora edetên xwe bixwin. [4640 uzun_bira] – Jixwe me jî, ji bo Apo Celadet û we, şîvên bav û kalan çêkirine. [4641 uzun_bira] Rûşen dibêje û dibeze aliyê din ê malê. [4642 uzun_bira] Jin, bi hev re, di kêliyekê de, sifrê hazir dikin, xwarinan, yek bi yek tînin ser sifrê, firaqan li ber mêvanan datînin. [4643 uzun_bira] Celadet Beg û hevalên wî li ser sifrê rûdinin. [4644 uzun_bira] Her texlît xwarin li ser sifrê heye. [4645 uzun_bira] Ji sifrê bîhneke germ a şîvên têkel difûre. [4646 uzun_bira] – Ev, kutilkên melakê ne, Rûşen, li pê sekinî, dibêje. [4647 uzun_bira] Li gora gotinan, Mîr Bedirxan jê gelekî hez dikir û heta li Girîtê jî ev kutilk didan çêkirin. [4648 uzun_bira] Ev jî sawara kerengê ye ko kalikê min Bedrî Paşa jê gelekî hez dikir. [4649 uzun_bira] Ev jî kipe ye ko diya min dibêje, mamê me Emîn Alî Begê rehmetî jê gelekî hez dikir. [4650 uzun_bira] Ev jî helise û metfînî ne ko Apo Celadet ji wan gelekî hez dike... û xelas! [4651 uzun_bira] Sifra me ya feqîr bi tenê hewqas e!.. [4652 uzun_bira] – Mala we ava be, Bozan Beg dibêje, ma ji van şîvan xweştir çi heye? [4653 uzun_bira] We em xenî kirin. [4654 uzun_bira] Hûn jî werin, em bi hev re bixwin? [4655 uzun_bira] – Na, spas, hûn bixwin, piştî xizmeta we, em ê li aliyê din bixwin. [4656 uzun_bira] – Rûşen tu were, rûne, Celadet Beg dibêje. [4657 uzun_bira] Te behsa bav û bapîrê min kir. [4658 uzun_bira] Tu were rûne, ez jî hinekî behsa wan bikim. [4659 uzun_bira] Wê êvarê, belê wê êvarê germahî û dilsoziya Rûşenê bala min kişand. [4660 uzun_bira] Amojna Sitî ko bi xwarinên xwe yên Cizîra Botan meşhûr bû, hertim digot, »Mastê payizan deynin ber ezîzan, mastê biharan bidin neyaran. [4661 uzun_bira] Şîv û xwarinên Cizîra Botan deynin ber mîr û ezîzan...« Wê êvarê jî Rûşen û diya wê şîvên Cizîra Botan danîbûn ber me... [4662 uzun_bira] Ji ber ezîziya xwe, germahî û dilsoziya xwe... Ez ji Îran û Iraqê nû vegeriyabûm û hatibûm Lubnan û Sûriyê. [4663 uzun_bira] Min rojên pir dijwar li pey xwe hiştibûn. [4664 uzun_bira] Bi rastî jî ez hewcedarê germahî û dilsoziyê bûm... [4665 uzun_bira] – Rûşen, te, diya te, hevalên te, we em îşev îhya kirin. [4666 uzun_bira] Te ez birim rojên min ên zaroktiyê... Te dizanîbû ko ez li qonaxa kalikê te Bedrî Paşa hatime dinê? [4667 uzun_bira] Te dizanîbû ko ez di hembêza dapîra me Rûşen Xanimê de, cara yekemîn, qîriyame û wê ez li pêçekan gerandime? [4668 uzun_bira] Te dizanîbû ko bavê te jî, li Şamê, li ber destê dapîra me Rûşen Xanimê mezin bûbû? [4669 uzun_bira] Tu li vî îşê felekê binihêre!... Mîna ko ew jî, Mîr Bedirxan, Rûşen Xanim, Bedrî Paşa, bavê min, bavê te jî, vê êvarê, li nik me ne. [4670 uzun_bira] Mîna ko ev jî, niha, bi me re, ji van şîvên me yên bav û kalan dixwin. [4671 uzun_bira] Tu bijî, Rûşen!.. [4672 uzun_bira] – Tu bijî Mezo!.. Li Lubnanê, li mala Xelîl Ramî Beg îro kêf heye. [4673 uzun_bira] Nameyekê ji Stembolê, ji Meziyetê hatiye. [4674 uzun_bira] Wê nameyeke çar rûpelî nivisiye û bi dostekî malbatê re, ji kekên xwe re şandiye. [4675 uzun_bira] Name di navbera wan de narin û nayên. [4676 uzun_bira] Celadet û Kamuran Beg, herweha Xelîl Ramî û Sureya Beg, gelekî bala xwe didinê ko zirarekî bi xizm û meriyên malbatê yên Stembolê neyê. [4677 uzun_bira] Malbata ko di bin çavnêriya rejîmê de ye, bi tu awayî, pêwendî bi endamên malbatê yên derveyî welêt re danayine. [4678 uzun_bira] Lê ev name ko ji Celadet û Kamuran Began re hatiye nivîsîn, bi carekê, ji nişka ve, gihîşte wan, -mîna pêriyekê, mîna melayika hez û paraziyê. [4679 uzun_bira] – Ev rêzên Mezo, ji bo ruhê min ê bedbîn, bûn dermanê herî baş, Kamuran Beg rûpelan bîhn dike û dibêje. [4680 uzun_bira] Tu her bijî Mezo! [4681 uzun_bira] Nama Meziyetê, çar rûpelên mezin, bi tirkî, bi tîpên pir biçûk lê pir xweş ko mîna ji destê hetadekî derketiye, tijî xeber in; siheta Yadê baş e, lê ew pir bêriya Celadet û Kamuran dike û navê Safter hertim li ser lêvên wê ne. [4682 uzun_bira] Birayên wan Tewfîk û Hîkmet baş in. [4683 uzun_bira] Herdu jî li ber deriyê dewletê, di cîhên bilind de, dixebitin. [4684 uzun_bira] Mîna gelek kesên din ên malbatê, ji tirsan tu deng ji wan dernakeve. [4685 uzun_bira] Rejîma nû ya Tirkiyê paşnaveke nû li malbatê kiriye, »Çinar«. [4686 uzun_bira] Pismamê wan Wasif Beg bûye »muşawîrê« serokê komarê Mistefa Kemal û Mistefa Kemal ew kiriye wezîrê perwerdeyiyê. [4687 uzun_bira] Li gora Wasif Beg, Mistefa Kemal bi xwe ev paşnav daye malbatê û gotiye, »Bedirhanpaşazade ailesi bir çýnar gibi tarihi ve güçlüdür. [4688 uzun_bira] Çýnar ismi onlara yakýşýr...« Zordariya li ser kurdan roj bi roj zêdetir dibe. [4689 uzun_bira] Her tiştê kurdî qedexe dibe. [4690 uzun_bira] Herkesê ko bi kurdî bipeyive, tê girtin û jê ceza tê birîn. [4691 uzun_bira] Kurd, eşîrên kurdan ji welatê xwe, ber bi aliyê Anatoliyê, nefî dibin. [4692 uzun_bira] Tirs û bêdengiyê esmanên Tirkiyê vegirtine. [4693 uzun_bira] Herçî Stembol, bajarê hezkirî ye, bêdeng e. [4694 uzun_bira] »Eqeliyetên Stembolê« ermen, rûm, ewrûpayî di nav tirseke mezin de ne. [4695 uzun_bira] Rûmên Stembolê, ji tirsan, bar dikin û koçî Yewnanistanê dikin. [4696 uzun_bira] Lê belê, Stembol hê jî xweş e, hê jî di şevên sayî de diçirûse, hê jî di her demsalê de xwe bi rengekî nû dixemilîne, hê jî Bospor, yanê Boðazîçî, bi awirê nazenînan, bi hêdîka xwe dilivîne û diherike. [4697 uzun_bira] Eger ew behsa Kadiköyê bike, divê ew bibêje ko xelkê nû ji Anatoliyê û ji Trakyayê tên û li wir cîwar dibin. [4698 uzun_bira] Ew Kadiköya kevn a rengîn û nerm ko warê merivên rengîn û nerm bû, diguhere. [4699 uzun_bira] Tirkiyekî ecêb ko wan tu carî nebihîstibûn, hêdî hêdî li Kadiköyê bi cîh dibe. [4700 uzun_bira] Herçî mala wan e, Meziyet û Yadê li malê bi tenê mane. [4701 uzun_bira] Tewfîk û Hîkmet zewicîne û bar kirine, çûne aliyê din ê Stembolê. [4702 uzun_bira] Tewfîk çûye aliyê Şîşlî, warê mamê wan Evdilrezak Beg. [4703 uzun_bira] Hîkmet jî aliyê Caðaloðluyê, warê Celadet Abi. [4704 uzun_bira] Jina Hîkmet Abi keçikeke xweş, lê »şerût« a boşnak e. [4705 uzun_bira] Bi alîkariya keçikê ko navê wê Nûriye ye, Meziyetê li Cananê daye pirsîn. [4706 uzun_bira] Dawiya dawîn, ew hîn bûne ko Canan bi yekî boşnak re zewicî ye û wan mal bar kirine, çûne Ankarê, merkeza rejîma nû. [4707 uzun_bira] Li gora ko Meziyetê bihîstiye, mêrê Cananê dîplomat bûye... Belê, ew li malê bi tenê mane. [4708 uzun_bira] Lê mam, met, pismam, dotmam, nas, xizm û dost hertim tên. [4709 uzun_bira] Nemaze Saadet Abla û xweha wê hertim li malê ne û li Celadet û Kamuran »abiler« dipirsin. [4710 uzun_bira] Şehrîban bi xizmekî malbatê re zewicî ye û li Kadiköyê dijî. [4711 uzun_bira] Ew jî hertim tê malê û alîkarî dike. [4712 uzun_bira] Mixabin ew nikarin li bexçê binihêrin. [4713 uzun_bira] Gerçî bexçewanekî, heftê carekê tê û bexçe dide hev, lê kar pir e. [4714 uzun_bira] Bîra bexçê miçiqiye, ew nikarin lê binihêrin. [4715 uzun_bira] Wan çend darên bexçê dane birîn. [4716 uzun_bira] Lê ew dara ko Safter, Sefo Can lê kolabû, maye. [4717 uzun_bira] Ew xêzên ko Safter kolabûn, hê jî dixuyin. [4718 uzun_bira] Çaxa dinya xweş dibe û ew li der, mîna berê, li kêleka bîrê rûdinin, zebeş dixwin, purtaqal û mandarin qaş dikin, hingê, carina Yadê dere û destê xwe li ser wan xêzan digerîne û wan radimûse... Bîra bexçe bûye remza roj û dewrên bihurî. [4719 uzun_bira] Bîr dewranên berê bi bîr tîne. [4720 uzun_bira] Gava kulîlkên spî yên darên behîfan û rengîn yên darên hinaran dibişkovin, ew mase û kursiyan derdixin bexçê, kêleka bîrê û rojên derbasbûyî yad dikin. [4721 uzun_bira] Bi xêra bîrê, ew ji dema nû bi dûr dikevin, dewr û dewranên bihurî dibe stariya wan... Ew li malê bi tenê mane, lê siya Bavo, Sureya Abî, Celadet Abî, Kamuran Abî û Sefo hertim bi wan re ye. [4722 uzun_bira] Bedena wan ne li malê ye, lê ruhê wan, siya wan, li wir e. [4723 uzun_bira] Hertim, her gav... Hê jî li mal, kes li ser kursiyên Emîn Alî Beg rûnane, kes destê xwe nade kitab, kovar û defterên wî. [4724 uzun_bira] Kaxiz û defterên Celadet Abî di berkêşkên masa oda kitabxanê de veşartî ne. [4725 uzun_bira] Meziyet li nivîsar û bendên Celadet Abî yên rojnama Serbestî jî pirsîne. [4726 uzun_bira] Ew ê wan jî bide hev. [4727 uzun_bira] Şîîrên Kamuran Abî yên abadîn ko bi fransizî hatine nivîsîn, di nav dosyekê de, li nik Meziyetê ne... Albuma Meziyetê ji destê Yadê, Saadet Abla û yên din nakeve. [4728 uzun_bira] Ew her lê dinihêrin. [4729 uzun_bira] Ew bi fotografan re dipeyivin, fotograf jî bi wan re. [4730 uzun_bira] Herkes li wan, li Sureya, Celadet û Kamuran »abiler« dipirsin... Û xebereke yan jî mizgîniyeke xweş; li gora ko tê gotin, rejîma nû û serekê rejîmê Mistefa Kemal li efûyeke giştî difikirin da ko quweta tevgera derveyî welêt ko li dijî dewletê ye, daxînin. [4731 uzun_bira] Yadê û Meziyet bi tenê vê yekê, bi tenê efûya Sureya, Celadet û Kamuran »abiler« ji Xwedayê Alemîn dixwazin. [4732 uzun_bira] Heke rojekê ew Sureya, Celadet û Kamuran »abiler« li Stembolê, li Kadiköyê, li mal, dîsan mîna berê li mitbaxê, li kêleka hev, li hember hev rûniştî bibînin, ew ê hezar hemd û spasiyên xwe pêşkeşî Yezdanê mezin bikin... [4733 uzun_bira] – Tu her bijî Mezo, xweha min a jîr... [4734 uzun_bira] Kamuran, birayê min ê ziravbihîstiyar, welê digot û bi kêfxweşî name bîhn dikir, -bi çavên tijî hêstir. [4735 uzun_bira] Ziravî û bihîstiyariya wî, kêfxweşî û hêstirên wî ne bê sebeb bûn. [4736 uzun_bira] Em li Rohilatê bûn, li hespên rewan ên aloziyê siwar bûbûn û me di ser çal, kort, gelî û newalan re gav dikir. [4737 uzun_bira] Dora me bi zehmetî, dijwarî, alozî û bêgaviyê rapêçayî bû. [4738 uzun_bira] Rojeke Rohilatê bi rojeke din nedima, her roj tiştekî nû ko ne di hesabê de bû, diqewimî. [4739 uzun_bira] Her roj ji tiştekî nû re avis bû. [4740 uzun_bira] Stêwrî li navçê nîn bû! [4741 uzun_bira] Min hê jî bi best Bismark û Nietzsche dixwendin û li dengê gur ê Nietzsche guhdarî dikir. [4742 uzun_bira] Nietzsche digot, kesê ko wî dixwîne, tevî gotinên wî hildikişe lûtkeyên çiyayên bilind û sar, lê belê ez li Rohilatê, warê herî germ ê cîhanê bûm. [4743 uzun_bira] Ne Bismark, ne Nietzsche, ne Ovidius û ne jî hosteyekî min ê din dikarîbû alîkariya min bikira. [4744 uzun_bira] Ji birîn û kulên jînê û merhem û dermanên tecruban pê ve tu kesî, tu tiştî nikarîbû alîkariya min bikira. [4745 uzun_bira] Em bi xurtî ketibûn nav xebata tevgerî ya siyasî û çekdarî. [4746 uzun_bira] Mesele, mesela xîret û namûsê, man û nemanê bû. [4747 uzun_bira] Welat li ber lingan çûbû, kurd û kurdanî hew hêjayî tiştekî bûn. [4748 uzun_bira] Welat bûbû welatê bûm û kundan, sipir û qijikan. [4749 uzun_bira] Me diviya tiştekî mezin bikira, cendekê li erdê vejanda, ruhê, bi gotina Nietzsche »décandant«, bihejanda. [4750 uzun_bira] Lê çawan?.. [4751 uzun_bira] Herçend xelkekî pir û eşîrên mezin li dora me diciviyan, ewçend jî bar girantir dibû. [4752 uzun_bira] Merivên me yên têgihîştî û ehlê karê xwe kêm bûn, îmkanên me, tevî ko navê me mezin bû, pir kêm bûn. [4753 uzun_bira] Me nikarîbû rê li dijîtî û berberiyên axa, beg, şêx, şexsiyet û eşîrên kurdan bigirta û ji bo alîkariya me, tu dewletê xwe nedida ber. [4754 uzun_bira] Fransizên ko hakîmê Lubnan û Sûriyê bûn, dixwestin rê li kar û şixulên me bigirin. [4755 uzun_bira] Ew bi rejîma Tirkiyê re li hev hatibûn û nedihîştin ko em gav bavêjin. [4756 uzun_bira] Wan li min, Kamuran, Memduh Beg û gelek kesên din ên serekên partiyê qedexe kiribûn ko em hilkişiyana welêt, axa kurdan. [4757 uzun_bira] Mîna mîsal, ez nikarîbûm ji Şamê û pê ve biçûma, qedexe bû. [4758 uzun_bira] Ez bi dizî, bi hênceta nêçîrê, diçûm. [4759 uzun_bira] Û li ser van hemû zehmetiyan jî, derdê me yê ebedî, belayê serê me, nêperetiyê, dîsan, nefes li me diçikand. [4760 uzun_bira] Tevî ko tevger geş bû, bi hezaran, deh hezaran meriv li dorê bûn, me îmkan nîn bûn ko me debara hefteyekê bikira! [4761 uzun_bira] Carina pere nîn bûn ko ez pê biçûma Şamê. [4762 uzun_bira] Dengê gumîna daholê ji dûr xweş dihat! [4763 uzun_bira] Li milê din jî hesret hebû... Hesreta kambax, tevî ko me xwe radigirt, dilê me diheland, laş û bedena me dikizirand. [4764 uzun_bira] Loma Kamuranê ziravbihîstiyar, li welatê xerîbiyê, di nav keft û lefta xebatê û dijwariyan de, mîna me hemûyan, ziravtir û bihîstiyartir bûbû... [4765 uzun_bira] Û Canan... Canana ko her di bîr û heşê min de bû, niha, bi destnivîsa zêrîn û xemilî ya Mezo, dîsan, şevên min ên Lubnanê, xewnên min ên têkel diherimand. [4766 uzun_bira] Şeva vê roja ko min û Kamuran li mala mamê me Xelîl Ramî Beg nama Mezo xwend, min di deftera biçûk de, rûpeleke nû vekir û tê de weha nivisî; »Canan, nebixêrê... Tu li ko yî?..« Min bi tenê welê nivisî, lê paşê, min ew rûpel jêkir û çirand... Ez ji Ovidius hîn bûbûm; meriv diviya dilê bi tîrên eşqê birîndar bûyî nede ber agirên xeyalan. [4767 uzun_bira] Meriv divê dilên ko bi tîrên xedar ên zulmê birîndar bûne, nede ber bayê seqem ê teresî û çavpahniyê, Qedrî Begê Cemîlpaşa dibêje. [4768 uzun_bira] Jixwe dil şikestî ye, hingî dil dibe dîl. [4769 uzun_bira] Û dilê ko hînî dîlîtiyê bibe, êdî meriv nikare wî zû bi zû, ji dîlîtiyê rizgar bike. [4770 uzun_bira] Şert û merc dikarin merivan dîl bixînin, lê gidî, bila dil dîl nekeve! [4771 uzun_bira] Eger dilê miletekî jî dîl ketibe, hingê ew milet li ser riya windabûnê ye. [4772 uzun_bira] Em divê welê qebûl bikin. [4773 uzun_bira] Niha kurd jî ketine ser riya dîlbûnê û dilê wan jî, mixabin, pê re. [4774 uzun_bira] Me divê ko em rê lê bigirin, çi dibe bila bibe, em rê lê bigirin... Qedrî û Ekrem Cemîlpaşa û Celadet Beg li gundekî Heseçê ko nêzîkî tixûbên Tirkiyê ye, li maleke du qatî, li qata jor, li oda mêvanan, kêleka maseyeke dirêj, li ser kursiyan, rûniştine û li haziriyeke mezin a Partiya Xoybûnê hûr dibin. [4775 uzun_bira] Roj, rojeke germ a tîrmehê ye. [4776 uzun_bira] Sal, 1930 e. [4777 uzun_bira] Meha tîrmehê, îsal, li navê xwe hatiye; tîrên rojê yên vê mehê, rasterast xwe bi bedena merivan digihînin. [4778 uzun_bira] Dinya germ e, pir germ. [4779 uzun_bira] Lê ew li hundir, li oda tazî û bêtekber de ne. [4780 uzun_bira] Karê ko ew pê rabûne, ji her tiştî girîngtir e. [4781 uzun_bira] Rûyê wan cidî, awirê wan germ e, mîna tava tîrmehê. [4782 uzun_bira] Qedrî û Ekrem Cemîlpaşa pismamên hev in, kurdperwerên navdar, ronakbîrên bihîstiyar in. [4783 uzun_bira] Herdu jî li Tirkiyê, di kêliya dawîn de, ji mirinê rizgar bûne û reviyane hatine, bi gotina kurdên Sûriyê, »binê xetê«, yanî aliyê Sûriyê. [4784 uzun_bira] Gelek ji heval û hevriyên wan di serhildana 1925-an de (yan jî piştî serhildanê) hatine kuştin. [4785 uzun_bira] Bajar û gundên wan xira bûne, mala wan wêran bûye. [4786 uzun_bira] Ew jî, bi qasî çend salan, li zîndanan mane, tevî zar û zêç, kal û pîrên xwe, sirgûnî aliyê Anatoliyê bûne. [4787 uzun_bira] Ew ji wir, bi dizî, reviyane û hatine li Suriyê xwe bi Partiya Xoybûnê gîhandine. [4788 uzun_bira] Ruhê wan şikestî, gotinên wan pêt û çirûsk in, dilê wan bi şewat, birîna wan germ e. [4789 uzun_bira] Heval û hogirên wan mirine, ew dijîn. [4790 uzun_bira] Qedirgir û qedirgiranên wan, li ber çavên wan, çûne bin sêdara mirinê. [4791 uzun_bira] Ew dijîn... [4792 uzun_bira] – Xwezî em jî tevî wan bimirina, bihatina kuştin, bi dar ve bûna, Ekrem Beg dibêje. [4793 uzun_bira] Celadet Beg, birayê hêja, ez çawan bibêjim, bi kîjan gotinan? [4794 uzun_bira] Niha her rojeke me mirinekê ye. [4795 uzun_bira] Dilê min liyan e. [4796 uzun_bira] Rûyên heval û dostan ko niha bûne gorbehîşt, her li ber çavên min in... Ev êrîşa ko em ê bikin, divê bi ser keve, em divê miyeser bin, divê tova gorbehîştan bê hildan, hesaba tarîxê bê dayin... [4797 uzun_bira] Hersê heval li nexşeya li ber wan hûr dibin. [4798 uzun_bira] Nexşe, nexşa tixûbên di navbera Tirkiyê û Sûriyê de ye. [4799 uzun_bira] Hevalekî wan ê partiyê, bi dizî, ev nexşe ji qerergeha eskerî ya bajarê Diyarbekrê, li Tirkiyê, wergirtiye û aniye. [4800 uzun_bira] Wan, car bi car, li nexşe nihêrîne, lê ew divê niha biryar bidin; serhildaneke nû. [4801 uzun_bira] – Miyeseriya vê serhildanê bi kurdên li Tirkiyê girêdayî ye, Celadet Beg dibêje. [4802 uzun_bira] Heke ew ji wir alîkarî nekin, dest navêjin çekê û ji paş ve li ordiyê nexînin, em ê nikaribin miyeser bin. [4803 uzun_bira] Ji lewre, »artçiyên« me divê qaîm, eşîrên me yên welêt hazir bin. [4804 uzun_bira] Ew destê xwe datîne ser niqteyekê û gotina xwe didomîne; eşîrên van navçeyan di navbera me û dewleta tirk de derin û tên. [4805 uzun_bira] Me çend qedirbilind û giregirên navçê şandine nik wan. [4806 uzun_bira] – Jixwe welê ye, Qedrî Beg dibêje û bi pênûsa destê xwe cîhekî li ser nexşê nîşan dide, eger eşîrên kurdan ranebin û aliyê me nekin, ne em bi ser dikevin ne jî serhildana Serhadan, Araratê, dikare dewam bike. [4807 uzun_bira] Li gora xeberên tên, eşîr li van minteqeyan hazir in ko rabin. [4808 uzun_bira] – Çend şêx û begên van navçeyan jî gihîştine hev, Celadet beg dibêje û bi tiliya xwe cîhekî nîşan dide. [4809 uzun_bira] Wan şêxekî hêja şandibûn nik me. [4810 uzun_bira] Ew jî amade ne, lê çekên wan nîn in. [4811 uzun_bira] Me welê li hev kir ko hin eşîrên aliyê Iraqê, tevî çekan, xwe bi wan bigihînin û ew bi hev re quwetekê bînin pê. [4812 uzun_bira] Li bajarên mezin ên kurdan, Diyarbekir, Xarpit, Riha, Wan, Bêdlîs û yên din jî berwedaneke bêdeng heye. [4813 uzun_bira] Ekrem Beg bi lûleya tifinga destê xwe dilîze û dibêje. [4814 uzun_bira] Xelk ji rewşê ne razî ye. [4815 uzun_bira] Rejîmê qifil û kelemçe li zimanê xelkê xistiye, esker û merivdewletên rejîmê dibêjin »Vatandaş Türkçe konuş« û zimanê xelkê qedexe dikin. [4816 uzun_bira] Xelk bi hêvî ye, li hêviya hin tiştan e. [4817 uzun_bira] Lê tirs jî heye. [4818 uzun_bira] Hem hêvî hem jî cêwika hêviyê tirs heye. [4819 uzun_bira] ko tirs bê şikestin, hêviyê miyeser be. [4820 uzun_bira] Serekiya serhildana Agiriyê nameyek şandiye û dixwaze ko Xoybûn şixulên xwe, zûtirîn roj, bi ser xîne û dest bi rabûnê bike, Celadet Beg cixare dikişîne û dibêje. [4821 uzun_bira] Heke rabûn ji vir dest pê bike, ew ê jî, ji jor, êrîş bînin... [4822 uzun_bira] Hey gidî!.. ew roj, ew wext!.. Me tovek diçand, -bêyî ko me bizanibûya ka kî dê wê rakira. [4823 uzun_bira] Ew wext, wexta tevger û xîretê hatibû. [4824 uzun_bira] Wextên weha tarîxî di rojekê de nayên pê. [4825 uzun_bira] Ew mîna pêlên avê ne, gav bi gav, hêdî hêdî, ber bi qiraxa avê dibin. [4826 uzun_bira] Di demeke dirêj de ew tên pê, lê çaxa wan a ko ew li qiraxa avê dikevin û winda dibin, kurt e, pir kurt e. [4827 uzun_bira] Di wan rojên gundê Hesiçê de, pêlên tevgera Xoybûnê li qiraxa avê diketin; me dê êrîş bibira ser Tirkiyê. [4828 uzun_bira] Me biryar li ser biryar distandin. [4829 uzun_bira] Bi lez. [4830 uzun_bira] Bi kel û coş. [4831 uzun_bira] Bi heyecan û meraq. [4832 uzun_bira] Gelo tov ê hêşîn bihata? [4833 uzun_bira] Kî dê wê biçanda? [4834 uzun_bira] Em li gundekî ji gundên kurdan ên doraliya Hesiçê bûn. [4835 uzun_bira] Doraliya me hemû kurd bûn. [4836 uzun_bira] Me merkeza partiyê veguhestibû warê kurdan. [4837 uzun_bira] Em gelek bûn. [4838 uzun_bira] Ne bi tenê ez û Qedrî û Ekrem Beg, lê hevalên me yên din jî li wir bûn. [4839 uzun_bira] Memduh Beg hertim dihat. [4840 uzun_bira] Mistefa û Bozan Beg dihatin. [4841 uzun_bira] Haco Axa û kurên wî dihatin. [4842 uzun_bira] Û gelek kesên din. [4843 uzun_bira] Hatin û çûyin boş bû; me dê gaveke tarîxî bavêta. [4844 uzun_bira] Lê gotina te ye, kesên ko her li wir bûn û dixebitîn, ez, Qedrî Beg û Ekrem Beg bûn. [4845 uzun_bira] Min Ekrem Beg baş dinasî. [4846 uzun_bira] Divê bête bîra te, em bi hev re, ez û Ekrem Beg, sala 1919-an, tevî Major Noel û birayê min Kamuran, çûbûn welêt, aliyê Meletiyê. [4847 uzun_bira] Min Qedrî Beg jî, çend caran, li Stembolê, dîtibû. [4848 uzun_bira] Ev herdu pismam bi nav û deng bûn. [4849 uzun_bira] Ew hê nû daketibûn Sûriyê û bi xebata tevgerê rabûbûn. [4850 uzun_bira] Haya wan baş ji welêt hebû. [4851 uzun_bira] Ew zimanşêrîn û xweşsohbet bûn. [4852 uzun_bira] Mîna min, wan jî li Stembolê û welatên Awrûpayê xwendibûn. [4853 uzun_bira] Me ji zimanê hevûdu fahm dikir... [4854 uzun_bira] Mala ko em lê bûn, bi du qatan lêbûbû. [4855 uzun_bira] Di navbera herdu qatan de ji aliyê hewşê, nêrdewaneke bi kevir lêbûyî, hebû. [4856 uzun_bira] Gava em li hundir diwestiyan û me bîhnvedanek diviya, em derdiketin û li ser pêpilikan rûdiniştin. [4857 uzun_bira] Me li ser pêpilikan jî, bi şeweyê sohbetê û piraniya caran tevî zebeş û meyweyên sar, xebata xwe didomand. [4858 uzun_bira] Nemaze bi şevê, gava stêr dinya ronî dikirin, em bi kêfeke bêpayan li ser pêpilikan rûdiniştin. [4859 uzun_bira] Stêr, komika sêwiyan, kerwankuj, çerx û felek û yên din, bi rengên taybetî û germ diçirûsîn û kela dilê me bi firê dixistin. [4860 uzun_bira] Di wan şevan de, bîrayên Löwenberg û konyakên Martel cognac û Courtoise ko Mistefa û Bozan Begên Şahîn, hertim, bi xwe re, ji Helebê, Centrale Hotelê, dianîn, şevên me xweştir dikirin. [4861 uzun_bira] Carina jî di wan şevan de, şewqa heyveronê û awazên dengbêjên navdar dostiyeke edebî û ebedî dianîn pê. [4862 uzun_bira] Hewşeke fireh a malê hebû. [4863 uzun_bira] Di hewşê de bîreke bi aveke boş hebû. [4864 uzun_bira] Di danên sibê û êvarê de gavan û şivanên malê dewar û pezên xwe dianîn û av didanê. [4865 uzun_bira] Ev yeka hanê jî, ji bo min, însanê bajarên mezin, bergeheke nû û xweş bû. [4866 uzun_bira] Jîn li gund bi celebeke din dimeşiya... [4867 uzun_bira] Çaxa Qedrî û Ekrem Begên Cemîlpaşa daketibûn Sûriyê, Ekrem Beg bi xwe re kamerayeke fotografê anîbû. [4868 uzun_bira] Kamara wî di wan rojan de jî, li nik wî bû. [4869 uzun_bira] »Mîrê min« wî digot, »ev gavên tarîxî ne. [4870 uzun_bira] Sibê roj jê re îspat divên. [4871 uzun_bira] Wext mîna hespekî rewan e, diherike û dere. [4872 uzun_bira] Lê ev resmên ko em niha dikişînin, ê îspat bikin ko me xwestiye, em zikê şeva reş a avis biqelişînin...« Geh wî bi xwe resmên me dikişandin geh jî wî kamera dida hinên din da ko ew resmên me, tevî Ekrem Beg, bikişînin. [4873 uzun_bira] Ez dinihêrim ko min dîsan dirêj kir. [4874 uzun_bira] Ez çend gotinên din jî li vir bi rêz bikim û gotina xwe biqedînim; şeşxane, şeşxana nêrgizî, cehferî, sîhre, çeper, cewdik, şax, dîkik, ling, çifte, qerebîne, şeşderb, êrîş, parêzgeh, siwar, liq, pî, qol... û hwd. [4875 uzun_bira] Tu dê niha meraq bikî û bipirsî ka ev çi ne? [4876 uzun_bira] Ev gotinên eskerî û yên tifing û debancan in. [4877 uzun_bira] Jîna min a Xoybûnê, roj bi roj, bi van gotinên eskerî dihate rapêçandin. [4878 uzun_bira] Min kurdiya van gotinan nizanîbû. [4879 uzun_bira] Lê bi alîkariya hevalên min ên partiyê ko li welêt hatibûn dinê û mezin bûbûn, di nav civata kurdî de jiyîbûn, alîkarî kirin... Di wan rojan de, yek ji tiştên ko Celadet Alî Bedirxan, şagirtê gotinên Xeyam, Xanî û Ovidius, hevalbendê gotinên Goethe, Lamartine û Baudelaire, dikir, ev bû; wî gotin û termên eskerî, çek û cebirxanan, bi kurdî, dinivîsîn... [4880 uzun_bira] – Hevalên me yên Lubnanê nivisîne, Celadet Beg dibêje, wan belavokek, bi zimanine ewrûpayî û erebî nivisîne, gava êrîş dest pê bike, ew ê herin sefaretên welatên Awrûpa û Amerîka ziyaret bikin û belavokê bidin wan. [4881 uzun_bira] – Min li Helebê, Qedrî Beg cixara xwe ya pêçayî bi heste vêdixe û dibêje, li Hotel Baronê çend dostên me yên ermen dîtin. [4882 uzun_bira] Ew ê jî xeber bişînin ermenên Tirkiye û Îranê da ko ew werin yardima me. [4883 uzun_bira] – Welê dixuye ko şêxên neqşîbendî û qadirî jî dê bên aliyê me, Ekrem Beg dibêje, helbet gava ew bibînin ko em dikarin zora zulmê bibin... [4884 uzun_bira] – Kekê min Sureya jî xeber bi rê kiriye. [4885 uzun_bira] Rewş niha li Awrûpa û [4886 uzun_bira] Amerîkayê ne xirab e. [4887 uzun_bira] Hingî birano, wext hatiye. [4888 uzun_bira] Wexta biryara wexta êrîşê hatiye. [4889 uzun_bira] Kî çi dibêje bila bibêje, wexta êrîşê ne di cîh de bû. [4890 uzun_bira] Ji bo êrîşê, me wexteke şaş, gelekî şaş hilbijart. [4891 uzun_bira] Biryara partiyê bi lez bû, hazirî ne temam bûn, me bi xurtî bawerî nedabû eşîran. [4892 uzun_bira] Îşê me kurdan her weha ye; aqilê kurdan paşê tê serê wan. [4893 uzun_bira] Çima me ji vir hin hêzên qewî û çekdar amade nekirin û pişta xwe bi hêz û eşîrên hundir girêda? [4894 uzun_bira] Mesûlên vî karî kî ne? [4895 uzun_bira] Şev radizên, dijmin ranazên... Hevalên me yên mesûl ev gotina kevn ji bîr kirin. [4896 uzun_bira] Ma qet wan bîr nebir ko dijmin ranazê, ew ê jî tevdîrên xwe bistîne? [4897 uzun_bira] Li min biborin, lê partiyê xwe lewitand, me jî bi xwe re... [4898 uzun_bira] Me bawerî, dîsan, bi eynî kes û eşîrên ko li Şêx Seîd Efendî û serhildana wî ya 1925-an îxanet kiribûn, anî. [4899 uzun_bira] Ew teres û segbav dîsan bi karê xwe rabûn û îxanet kirin. [4900 uzun_bira] Lê sûc ne ya wan bênamûsan e, ya kesên ko bi bênamûsan bawer kirin e. [4901 uzun_bira] Ehlê partiyê li serê çiyan tî û birçî bûn, lê hin hevalên mesûl bi şampanye û konyakê xwirîniya xwe dikirin... [4902 uzun_bira] 300 lîrayên partiyê winda ne, ez ji hevalê mesûl dipirsim, ka ev pere li ko ne? [4903 uzun_bira] Kê ev pere xwarine? [4904 uzun_bira] Tu behsa çi dikî, birayo! [4905 uzun_bira] Ma ji şevên Berûdê re pere qîm dikin? [4906 uzun_bira] Hele tu here ji gazîno û meyxanên Berûdê bipirse!.. [4907 uzun_bira] Hevalên ko di nav kurdan de nejiyane, kurdan nas nakin, nikarin hereka kurdî bi miyeserî îdare bikin. [4908 uzun_bira] Ew bi aqilekî din li herekê dimezînin û tiştan disinifînin. [4909 uzun_bira] Ma kurd û fransiz yek in? [4910 uzun_bira] Ma bi xwendina kitabên fransizî, meriv kare kurdan îdare bike? [4911 uzun_bira] Ma îxaneta axa, beg û şêxên kurdan ne meşhûr e, vê îxanetê li hemû dinê nav nedaye? [4912 uzun_bira] Çima, ez dipirsim, çima me bi tenê ew dîtin, çima çavên me yên kor venebûn? [4913 uzun_bira] – Me gereg e, em li xwe mikur werin; gelek ji hevalan ji bo şan û şohreta xwe ketin nav vî îşî. [4914 uzun_bira] Hin jî ji bo mal û mulk, erd û ax... Lê çi bû bi me bû; ko agir bi çiyê ket, ter û hişk tev de dişewitin. [4915 uzun_bira] Tiştekî bi xwedanşan û şohretan nabe, lê em şewitîn. [4916 uzun_bira] – Tu behsa çi dikî birayo! [4917 uzun_bira] Hê êrîşê dest pê nekiribû, ewraqên partiyê û planên êrîşê di destê waliyê tirkan ê Mêrdînê de bûn! [4918 uzun_bira] Ji bo bihusteke erd û pariyeke malê dinê em hatin firotin... [4919 uzun_bira] – Bila xwarzî û birazî li min negirin, lê hin rêberên partiyê jî, ne ji bo welatekî aza, ji bo mîrekiya bav û kalên xwe, bi vî karî rabûn. [4920 uzun_bira] Wan bi dil û can xwe nedan kar, bi pêwendiyên sefaretan, doza erdên xwe kirin. [4921 uzun_bira] – Min ji we re behsa eşîrên navçê nekir? [4922 uzun_bira] Min navê wan yek bi yek ji we re negot? [4923 uzun_bira] Min navê tirsok, dexsod û fesadkaran nedan we? [4924 uzun_bira] – Ev bênamûsê simbêlqît... ma min negot, bila haya hevalan jê hebe, ew ê eşîra xwe raneke, me bixapîne? [4925 uzun_bira] – Ya ew rîhdirêjê segbav! [4926 uzun_bira] Çaxa wî bi çavên xwe yên pahn li ber xwe meyzinand, min fahm kir ko ew ê murîdên xwe raneke û neyê aliyê me. [4927 uzun_bira] – Tirkan em neşikandin, lê kurdan em şikandin! [4928 uzun_bira] Ger rojekê tarîx van rojan binivîse, divê, bi tîpên mezin, weha bête nivisîn; kurmê darê ji darê ye, kurd kew e, neyarê qewmê xwe ye. [4929 uzun_bira] – Me nikarîbû çare li berberî, dijîtî, hesûdî, çavnebarî û rika eşîrên kurdan bigirta û yekitiya wan çêkira... [4930 uzun_bira] Ya nezanî, nezaniya sedsalan? [4931 uzun_bira] Çara nezaniyê çi ye? [4932 uzun_bira] Min gotibû, eger we bi ya min bikira weha nedibû. [4933 uzun_bira] Belê, belê... gotin vala ye, bêkêr e. [4934 uzun_bira] Em ji pênc qolan, di şeveke tarî de, ketibûn nav tixûbên Tirkiyê, – bi hêviyên mezin... Min û Haco Axa û lawên wî jî dirêjî xeta Cizîra Botan kiribû. [4935 uzun_bira] Lê heyhat! [4936 uzun_bira] Piştî rojekê, mîna hevalên din, em jî, dîsan, vegeriyabûn binê xetê. [4937 uzun_bira] Me şikesteke nû xwaribû. [4938 uzun_bira] Çima? [4939 uzun_bira] Çîrok dirêj e, ne tu bipirse, ne jî ez bibêjim... Bila ev çîrok jî, mîna gelekî tiştên me yên din, di nav rûpelên tarî û jibîrbûyî yên tarîxê de razê... Ev gotinên ko tu niha li romanê tînî û dinivîsînî, di civîna me ya dawîn a Xoybûnê de dihatine gotin. [4940 uzun_bira] Na, ne di »civîna ME« de, di civîna MIN a dawîn de. [4941 uzun_bira] Ji ber ko piştî wê civînê, ez hew çûm civînên partiyê. [4942 uzun_bira] Êdî min serê hespê xwe ko di meydana siyasetê de taw dida, kişand û ji wê meydanê bi dûr ketim... Wê roja civîna min a dawîn, li gundekî Lubnanê, min bi derd û kesereke bêpayan, bi dilekî pir şikestî, li hevalên min ên man û nemanê nihêrîn û li gotinên wan guhdarî kirin. [4943 uzun_bira] Min dengê xwe nekir, bi tenê li wan guhdarî kir... Min ê çi bigota? [4944 uzun_bira] Bi tenê min bi pênûsa destê xwe, li ser kaxizê ber xwe, car bi car, heta kaxiz tijî bû, weha nivisî; aş çû, kurd li çeqçeqokê dipirsin... aş çû, kurd li çeqçeqokê dipirsin... çû, kurd li çeqçeqokê dipirsin... kurd li çeqçeqokê dipirsin... li çeqçeqokê dipirsin... çeqçeqokê dipirsin... dipirsin... çeqçeqok... çeqçeqokê... [4945 uzun_bira] Dîsan aş çûbû, kurd ketibûn pey çeqçeqokê, dîsan xelkê aş biribû, kurdan li çeqçeqokê dipirsîn... [4946 uzun_bira] FOTOGRAF 11: Hawar; hawara gel û welat, hawara dil û can, hawara Bedirxan, hawara canan [4947 uzun_bira] Rojeke germ a 1932-an e. [4948 uzun_bira] Celadet ko êdî jê re »Celadet Beg« dibêjin, li ber maseyekê rûniştiye. [4949 uzun_bira] Pênûseke dirêj, zirav û reş di nav tiliyên wî de, ew li pêş, li kamarayê dinihêre. [4950 uzun_bira] Ser masê tijî ye; li koşeyekê çend kitab li ser hev, li kêleka wan sê defter, dido mezin, yek biçûk, li ser hev, li kêleka defteran jî komeke rojname peregende ne. [4951 uzun_bira] Li koşa ko Celadet Beg li berê rûniştiye, xwelîdankek û li kêlekê jî sê kitabên gelekî stûr, li ser hev in. [4952 uzun_bira] Li pêşiya Celadet Beg jî deftereke vekirî, dirêj û mezin heye. [4953 uzun_bira] Destê wî û pênûsa nav tiliyan li ser rûpela vekirî ya defterê ne. [4954 uzun_bira] Ew bi karê nivisînê mijûl e. [4955 uzun_bira] Ew li pêş, li kesê ko vê fotografa yanzdan a romana »Bîra Qederê« dikişîne, dinihêre. [4956 uzun_bira] Gelo ew dikene? [4957 uzun_bira] Yan na, ew bîhnteng e? [4958 uzun_bira] Bîhnfireh? [4959 uzun_bira] Kêfxweş? [4960 uzun_bira] Bi keser?.. Ev yek ji fotografê naxuyin. [4961 uzun_bira] Celadet Beg bi tenê, bi rûyekî aram, bi çavên ramantijî, dinihêre. [4962 uzun_bira] Kes nikare ji fotografê derxe ka Celadet Beg di çi haletê de ye, çi difikire, çi hîs dike. [4963 uzun_bira] Na, meriv jê fahm nake. [4964 uzun_bira] Ew dinivîse, bi tenê dinivîse. [4965 uzun_bira] Çavên wî yên stûr û reş ko her vekirî ne, di vê fotografê de, hinekî girtî ne. [4966 uzun_bira] Welê dixuye ko wî ji ber hêza tîj û tîra tavê, çav hinekî girtine da ko bikaribe li kamerayê binihêre. [4967 uzun_bira] Rûyê wî yê gulover û fireh jî hinekî jar û zirav dixuye. [4968 uzun_bira] Mîna ko ew hinekî jar ketiye. [4969 uzun_bira] Lê ev jarî lê hatiye, bedena wî ya dirêj û girs xortir û xurtir dixuye. [4970 uzun_bira] Simbêl her mîna xwe ne; reş, kin û zirav. [4971 uzun_bira] Simbêlê qerqaş, tevî eniya fireh, hinekî dibiriqe. [4972 uzun_bira] Tav û tîrêjên tavê li ser simbêl, hinarik û enî dilîzin. [4973 uzun_bira] Herçî bîvil e, beranî ye; Bedirxanî ye. [4974 uzun_bira] Tiştekî nû li rûyê dirêj û aram zêde bûye; rîh... Celadet Beg rîh berdaye. [4975 uzun_bira] Hinekî, bi qasî mistekê... Ne li gora ûsila osmaniyan, lê li gora ûsila ronakbîr û nivîskarên ewrûpî, bi dîqet, bi dûzan. [4976 uzun_bira] Li gora ûsila osmaniyan ko bav, mam û pismamên wî jî her li gora wê ûsilê rîh berdidan, rîh rû vedigire. [4977 uzun_bira] Rû dibe rîh. [4978 uzun_bira] Ji cênîkekî heta yê din hemû çenge, heta hinarikan hemû rû, rîh e. [4979 uzun_bira] Rîh mîna palikekê bi rû ve dizeliqe û wî vedigire. [4980 uzun_bira] Rû di nav boşahiya rîh de winda dibe, rîh derdikeve pêş. [4981 uzun_bira] Di saraya Osmanî, Dolmabahçe û Çiraxanê de, hemû kesên ko karên dewletê digerandin, padîşah, wezîr, aqilmend, pispor, paşe, zabît, rîhpalik bûn. [4982 uzun_bira] Saraya Osmanî, xizmên Celadet Beg jî tê de, derya rîhpalikan bû. [4983 uzun_bira] Lê Celadet Beg bi wê celebê rîh bernedaye. [4984 uzun_bira] Wî bi ûsila zane û têgihîştiyên aleman û fransizan rîh berdaye; bi tenê li dora çengê, kin û bi qasî kulmekê. [4985 uzun_bira] Li pişta wêna yanzdan a vê romanê, bi tîpên latînî û bi jimarên erebî cîh û tarîx hatine nivisîn. [4986 uzun_bira] Bi tîpên latînî »Sham«, bi jimarên erebî jî hatiye nivisîn. [4987 uzun_bira] Yanê tarîxa kişandina vê fotografê 1932 ye. [4988 uzun_bira] Yanê ji ser 1893-an re ko rûpelên pêşîn ên romana »Bîra Qederê« pê dest pê kiribû, sîh û neh sal bihurîne. [4989 uzun_bira] Umrê ko li welatekî nû yê xerîbiyê, ketiye ser riyeke nû û ber bi salên xwe yên çilan dere, welê dixuye, rîh divê... Lê her çi be jî, ji ber çi sebebî be jî, rîh lê hatiye; rû pê ziravtir û bêtir lihevhatî dixuyê, rengekî alîm û zanayan pê dikeve. [4990 uzun_bira] Rîh awayekî europé didiyê. [4991 uzun_bira] Defter, kitab, rojname, kovar, pênûs û rîh... Li Şamê, navenda medeniyeta erebî, kurdekî zane û europé... [4992 uzun_bira] Celadet Beg û masa ko ew li berê rûniştiye, li kêleka çardaxek û bîrekê ne. [4993 uzun_bira] Li paş Celadet Beg, li milê rastê, dîwarê gulover ê bîrê dixuye. [4994 uzun_bira] Bîr lêbûyî ye, bi dîwêr. [4995 uzun_bira] Bi qasî mîtro û nîvekê, bilind bûye. [4996 uzun_bira] Ji bo kişandina avê, dolabek li dîwêr zêde bûye. [4997 uzun_bira] Sitîleke ne ewçend mezin li ser dîwêr dixuye. [4998 uzun_bira] Siya Celadet Beg û masê li dîwarê bîrê xistiye. [4999 uzun_bira] Siya wî li ser dîwarê bîrê ye. [5000 uzun_bira] Hema li nik bîrê, çardax, bi caxên fireh û paralel, bilind dibe. [5001 uzun_bira] Çend mêw çardax rapêçane û di navbera çavên caxan re hildikişin jor. [5002 uzun_bira] Bîr û çardax aliyê paş ê fotografa yanzdan tijî dikin. [5003 uzun_bira] Rîh li Celadet Beg tê. [5004 uzun_bira] Bîra lêkirî li »Bîra Qederê« tê... [5005 uzun_bira] Meriv ji fotografên »Bîra Qederê« jî derdixe ko fotograf texlît bi texlît in. [5006 uzun_bira] Hinên wan dipeyivin, taswîr dikin û salix didin. [5007 uzun_bira] Hin diqîrin, diqîjin. [5008 uzun_bira] Hin jî bêdeng û aram in. [5009 uzun_bira] Fotografên bêdeng û aram bi tenê hene û li benda dîtin û nêrîna nêrevan in. [5010 uzun_bira] Dewsa ko ew bipeyivin, hewcedariya wan bi gotin û nêrînên kesên ko li wan dinihêrin, heye. [5011 uzun_bira] Ev fotograf jî i vê texlîdê ye; bêdengî û aramî jê hildibe, zelalî û ronahî tê de dixuye. [5012 uzun_bira] Germahî tê de heye. [5013 uzun_bira] Ev fotograf napeyive, ji ber ko Celadet Beg tê de dinivîse. [5014 uzun_bira] Wî dest bi nivîsînê kiriye. [5015 uzun_bira] Min qirara xwe daye, Celadet Beg dibêje, ez ê binivîsim, dest bi nivîsînê bikim. [5016 uzun_bira] Min dil bi cerîdeyekê, cerîdeyeke kurdî heye. [5017 uzun_bira] Mîna her carê, vê êvarê jî, dîsan, li Şamê, taxa kurdan, li mala fireh a Elî Axayê Zilfo, civata kurdî geriyaye. [5018 uzun_bira] Êvar, êvareke sar a zivistana 1932-an e. [5019 uzun_bira] Kesên ko li odê rûniştine, gelek in; ji Celadet Beg pê ve, Haco Axa, tevî hersê kurên xwe Hesen, Çeçan û Cemîl, Ekrem û Qedrî Begên Cemîlpaşa, Elî Axayê Zilfo, Bozan Begê Şahîn, Osman Sebrî, hevalên Celadet Beg ên Stembolê Memduh Selîm Beg, Hemze Begê Muksî û hîn çend kesên din. [5020 uzun_bira] Şîva ko hertim bi beroşan li ser êgir e, hatiye xwarin, firaq rabûne. [5021 uzun_bira] Civat qahwa piştî şîvê vedixwe. [5022 uzun_bira] Qutiya cixarê ji destekî vediguheze destekî din. [5023 uzun_bira] Ji oda germ dûman radibe. [5024 uzun_bira] Wexta behs û gotinê hatiye. [5025 uzun_bira] Tûrê derd û kul, birîn û keserên kurdan vebûye, wexta qiseyên dijîtî û berberiyên nava wan, xwestek û hedefên wan ko tu carî bi cîh nabin, hatiye. [5026 uzun_bira] Celadet Beg li kesên odê dinihêre, ji fîncana qahwê qultekê vedixwe û dibêje, [5027 uzun_bira] – Me cerîdeyekê, na ne yek, cerîdenin, divên... Milet bi zimanê xwe, bi xwendin û nivisîna xwe dibe milet. [5028 uzun_bira] Bi vî terhî, milet xwe bi medeniyet û miyeseriyê digihînin. [5029 uzun_bira] Ew bi hêdîka, gotin bi gotin, dipeyive. [5030 uzun_bira] Mîna ko ew nivîsareke nivîskî dixwîne, yan jî bendekê dinivîse. [5031 uzun_bira] – Belê, milet bi zimanê xwe hene. [5032 uzun_bira] Yekîtiya milet bi zimên çêdibe. [5033 uzun_bira] Yekîtiya zimên jî bi xwendin û nivîsînê, bi yekitiya herfan çêdibe. [5034 uzun_bira] Ka ev yekîtiyên me, ka yekîtiyên zimanê me? [5035 uzun_bira] Ka xwendigeh, mekteb, kitab, cerîde û rojnameyên me ko dê van yekîtiyan bînin pê? [5036 uzun_bira] Ka?.. Em şikest li ser şikestê dixwin, hertim bi hev dikevin, çima? [5037 uzun_bira] Çima birano? [5038 uzun_bira] – Mîrê min, gotinên te rast in, Elî Axayê Zilfo, xwediyê malê, dibêje. [5039 uzun_bira] Kes nikare bibêje ko ev gotin ne di cîh de ne, lê cerîde û rojname jî bi quwetê, bi dirav û zanînê, bi cemaat û nivîsevanan derdikevin. [5040 uzun_bira] Îcar ez ê jî bipirsim, ka ev li ko ne?.. Em hemû bi çîroka xwe dizanin, kurd fêrî tiştên weha nebûne... [5041 uzun_bira] Ekrem Begê Cemîlpaşa cixareyeke pêçayî dirêjî Celadet Beg dike û dibêje, [5042 uzun_bira] – Bi gotina Elî Axa ye. [5043 uzun_bira] Fikra cerîdê xweş e, pîroz e. [5044 uzun_bira] Lê ew ê çawan derkeve? [5045 uzun_bira] Mebesta min cerîdeyeke kamil û xurt e. [5046 uzun_bira] Cerîdeyek ko bikaribe her û her derkeve û bi wî awayî alîkarî li ziman û hebûna me bike. [5047 uzun_bira] Ez ê çi bikim bi cerîdeyeke welê ko bi tenê hejmarek, du hejmar derketine, lê paşê hêviya xelkê qurmiçandiye û winda bûye!.. Ez dibêjim, gerek e, meriv serê xwe baş bi van pirsan biêşîne, deh caran bifikire û paşê gavekê bavêje... [5048 uzun_bira] Gotina Ekrem Beg bû, gotina dostê dilsoz Elî Axa bû; ez ê deh caran bifikiriyama û min ê paşê gavek bavêta... Lê ez ne bi tenê deh caran, heye ko bîst caran, sîh caran, çil caran, pêncî caran, sed caran fikirîbûm. [5049 uzun_bira] Li Stembolê, li mala xwedî bîr û bexçe ya bavê xwe, gava min rojname û kovarên mamên xwe dîtibûn; li Stembolê, gava ez li rojnama »Serbestî« xebitîbûm; di keştiya Kadiköyê de, gava min deftera biçûk a Cananê xistibû berîka hundir a çakêtê xwe û ew dabû ber dilê xwe; li Munîxê, gava min bi çend kartolan roj biribûn serî û Bîsmark, Goethe û Nietzsche xwendibûn; li wî gundê Munîxê, gava min û Safo, birayê axretê, şaîrên frensizî xwendibûn; Li Misirê, li bexçê kekê min Sureya, gava min li çavên westiyayî û kesertijî yên bavê xwe yê nexweş nihêrîbûn û li wesiyeta wî guhdarî kiribû; Li ser tixûban, gava me dirêjî Tirkiyê kiribû û piştî donzdeh saetan, destvala, fedîkar, dîsan, vegeriyabûn; li Lubnanê, di civîna min a dawîn a partiyê de, gava min li lec û şerên bêkêr ên hevalên xwe temaşe kiribû, hingî, her car, ez fikirîbûm. [5050 uzun_bira] Ez fikirîbûm û bi tecrubên xwe jî hîn bûbûm; dermanê cehaletê ne laqelaq û gotinên qelaw ên fiş û paşgotiniyên der û dorê bûn. [5051 uzun_bira] Derman berhem û eser, afirîn û avahî bûn. [5052 uzun_bira] Tariya şevê bi qîreqîr, xirecir û teşqele nediqulipî ser ronahiya sibê. [5053 uzun_bira] Bi zanîn û huner, bi herf û hevoka nivîskî dibû. [5054 uzun_bira] Ez fikirîbûm... [5055 uzun_bira] Loma jî gava min kovara xwe weşand, di hejmarek ji yên pêşîn de, min bang li xortên kurdan kir û weha nivisî; »Xorto! [5056 uzun_bira] Bi ser kela me de girtine. [5057 uzun_bira] Ji der ve dijmin dirêjî me kiriye. [5058 uzun_bira] Ji her milê êrîş. [5059 uzun_bira] Di hundirê kelê de şerekî din, bê eman û ji yê pêşîn mezin û dijwartir heye. [5060 uzun_bira] Şerê me bi hevûdu re. [5061 uzun_bira] Di mal de jî dijmin. [5062 uzun_bira] Herê Xorto! [5063 uzun_bira] Birîna me a mezin û xedar dexs e (hesûdî), berberî ye, jana dexsê ye. [5064 uzun_bira] Em sîngjar in. [5065 uzun_bira] Ji der ve serma li me dixe. [5066 uzun_bira] Li hundir em bi janê dikevin...« [5067 uzun_bira] Ez fikirîbûm... Me dîsan şikest xwaribû, em dîsan bi hev de ketibûn, dîsan dexesî û berberiyê bîhn li me çikandibû. [5068 uzun_bira] Fransizan, desthilatên welatê Sûriyê jî, li ser daxwaza Tiurkiyê, em hemû, axa û beg, şêx û giregir, mîr û rêberên kurd, dabûn hev, ji doraliyên tixûb bi dûr xistibûn û em hemû li Şamê civandibûn. [5069 uzun_bira] Kurdên Şamê dîsan, bi mêvanperweriyê rabûbûn û malên xwe ji derketî û nefiyan re vekiribûn. [5070 uzun_bira] Elî Axayê Zilfo jî deriyên mezin ên mala xwe ya mezin ji giregirên kurdan re vekiribû. [5071 uzun_bira] Rewş weha nexweş bû. [5072 uzun_bira] Heçî ez bûm, li ber min du rê mabûn; ya min ê ji welatê rohilatê rû bada û berê xwe, dîsan, bida welatê roava. [5073 uzun_bira] Yan jî, digel her tiştî, ez ê li Lubnan û Sûriyê bimama, min ê singê konê xwe yê koçer li axa qiraç a welatê ereban daçikanda. [5074 uzun_bira] Ji welatê roava, Monikayê bang min dikir, name li ser name dinivîsî û dixwest ko ez vegeriyama Alemanyayê. [5075 uzun_bira] Peikana pepûk a dilşewitî jî name dişandin. [5076 uzun_bira] Lê ez fikirîbûm... min ê kovareke çandî û edebî ya xwerû kurdî biweşanda... [5077 uzun_bira] Tevî ko êdî derengê şevê ye, civata kurdî hê jî germ e. [5078 uzun_bira] Heval û dostên Celadet Beg, yek bi yek, li ser kovarê dipeyivin, dîtin û pêşniyarên xwe dibêjin. [5079 uzun_bira] Lê bi tenê Haco Axa bêdeng e. [5080 uzun_bira] Ew tu tiştî nabêje, bi tenê guhdarî dike. [5081 uzun_bira] Çaxa Haco Axa radihêje cixareyekê, Celadet Begê ko li kêleka wî rûniştiye, hingê, bi heste cixara wî vêdixe û jê dipirse, [5082 uzun_bira] Mamê Haco, tu mezinê me yî. [5083 uzun_bira] Tu ji me çêtir bi hal û hewalên îmkan û zirûvan dizanî. [5084 uzun_bira] Ev bû çendîn car ko em vê meselê dipeyivin. [5085 uzun_bira] Lê ez bala xwe didimê, tu her bêdeng î... Ma tu dîtin, nêrîn û pêşniyazên te nîn in? [5086 uzun_bira] Mîrê min, ev eşq û daxwaza te, best û kela te zimanê min kilît dike. [5087 uzun_bira] Ez hew dizanim ka ez ê çi bibêjim... [5088 uzun_bira] Helbet, hin tiştên ko tu bibêjî, hene. [5089 uzun_bira] Çima em ê ji nêrînên te yên hêja bêpar bimînin? [5090 uzun_bira] Mîrê min, tu mîrê me yî, ezîzê dilê me yî. [5091 uzun_bira] Bav û kalên te mîrên ehl û eşîrên me bûn. [5092 uzun_bira] Bi serê bavê te, tu divê bizanibî ko ez dikarim, bêyî ko çavên xwe biqirpînim, van hersê lawên xwe li ber te serjê bikim. [5093 uzun_bira] Tu bi vê bawer be. [5094 uzun_bira] Lê heçî cerîde ye, heke ez di dewsa te de bim, ez ê dest bi cerîdemerîdan nekim. [5095 uzun_bira] Tu mîrê kurdan î, lê tu wan nas nakî. [5096 uzun_bira] Heke tu bi karê kaxiz û cerîdan rabî, ew ê hezar navî bi te ve kin... Aha, tirsa min ev tirs e. [5097 uzun_bira] Lê çima? [5098 uzun_bira] Ez ê vê cerîdê, ji bo wan, derxim, vî karî ji bo wan bikim. [5099 uzun_bira] Ez ê cerîdê bikim kursiya wan... Çima? [5100 uzun_bira] Naxwe min got, tu wan nas nakî. [5101 uzun_bira] Bilûra li ber ga çi ye? [5102 uzun_bira] Çira li ber kora çi ye? [5103 uzun_bira] Ezbenî cerîde jî bilûr û çire ye. [5104 uzun_bira] Yek-do dostên te yên têgihîştî dê werin, te pîroz bikin û bibêjin, »aferîn, tu her bijî«, lê bi sedan, heye ko bi hezaran kesên cahîl û nîvcahîl jî dê li dijî te bipeyivin. [5105 uzun_bira] Cerîde dê bibe sebeba gotin û zimandirêjiyê û em ê jî pê qehr bin... Yan na, ez dizanim karê ko tu pê radibî, pîroz e. [5106 uzun_bira] Ji niha ve, ez te pîroz dikim... [5107 uzun_bira] – De ka em piyanan ji bo Celadet Beg û kovara wî Hawar´ê rakin. [5108 uzun_bira] Pîroz be, Celadet Beg! [5109 uzun_bira] Di destpêka êvareke meha gulanê ya 1932-an de, li Şamê, li mala Celadet Beg, heval û dostên wî civiyane û derketina kovara Hawar´ê pîroz dikin. [5110 uzun_bira] Ji rojan 15´ê gulanê ye, dinya germ û vekirî ye. [5111 uzun_bira] Hê êvara ronî ya Şamê dest pê nekiriye. [5112 uzun_bira] Li esmanan tu ewr naxuyin. [5113 uzun_bira] Mêvan, nas û dost, bi cil û bergên tenik ên havînê, li hewşa malê, li ser piyan in. [5114 uzun_bira] Ne xanî bi xwe, ne jî hewş mezin e. [5115 uzun_bira] Lê hewş serrast e; di navenda hewşê de bîreke xweşlêkirî heye. [5116 uzun_bira] Devê bîrê bi çend qor kevirên nehît ên ferişî lêbûye. [5117 uzun_bira] Dora bîrê, mîna bexçeyekî biçûk, rengîn e. [5118 uzun_bira] Giya hêşîn dike, kulîlk û gul vebûne. [5119 uzun_bira] Li pey bîrê jî, çend mêw xwe li dora caxên textîn ên kepirekî rapêçane û ber bi jor bûne. [5120 uzun_bira] Pelên mêwan, mîna reqaseyeke welatê ereban, bi hêşînahiyeke tarî, li text, cax û dîwêr piçikîne. [5121 uzun_bira] Hejmara yekemîn a kovarê îro derketiye, jê hê bîhna çap û çapxanê difûre. [5122 uzun_bira] Hin ji mêvanan rûpelên kovarê diqulipînin û lê dinihêrin. [5123 uzun_bira] Li ser masa ko li kêleka bîrê ye, desteke kovar li ser hev in. [5124 uzun_bira] Li ser masê çend şûşe araq, hin qedeh û di nav firaqine biçûk de penêr, zeytûn û çerez hene. [5125 uzun_bira] Navê kovarê jî pir xweş e, yek ji mêvanan dibêje, Hawar... ev nav pir xweş li halê me û welatê me hatiye. [5126 uzun_bira] Nav, hawara me ye, qîrîn û gazîna me ye, eger hin bibihîsin! [5127 uzun_bira] Bira, li vê çarîna rûpela sisiyan binihêrin, yekî din dibêje, ev çiqas xweş lêbûye; Hawar hawara we ye/Deng û gaziya we ye/Jîn û zanîna we ye/Werin hawara xwe bin... [5128 uzun_bira] Kovareke kurdan jî, êdî, heye, bi herfên paqij î kurdî. [5129 uzun_bira] Êdî kurd jî ketin defteran. [5130 uzun_bira] Belê, gotina Yunis Axayê Sasonê û Mistefa Şahîn Begê bû, êdî kurd jî ketibûn defteran: Min hejmara yekê ya Hawar´ê derxistibû. [5131 uzun_bira] Ew roj, ew roja hanê!.. Ma ev gotinên te yên qels û ji hîsiyata wê rojê pir bi dûr dikarin wê rojê vejînin? [5132 uzun_bira] Wê rojê ez ji nû ve hatim dinê; zaroka min a yekem hatibû dinê, bavê min, mamên min, birayê min Safo ji xewa mirinê rabûbûn. [5133 uzun_bira] Kalikê min Mîr Bedirxan li nik bîrê bû, (wî araq venedixwar), dikeniya û simbêlê xwe badida. [5134 uzun_bira] Xewna min a salan bûbû rastiya wê rojê; Hawar derketibû... [5135 uzun_bira] Di her jînekê de hin roj û wextên nemir hene. [5136 uzun_bira] Her jîn û qeder xwedî rengên xas in. [5137 uzun_bira] Panzdehê gulana 1932-an ko bi rengekî çîkesor dibiriqî, rojek ji wan rojên nemir ên jîna min bû. [5138 uzun_bira] Ez bi ser ketibûm; zaroka xewn û xeyalên min li ser masa kêleka bîrê li min dinihêrî û dikeniya. [5139 uzun_bira] Ewçend xweş, ewçend paqij... [5140 uzun_bira] Min serê hespê xwe dîsan berdabû, ew taw dida. [5141 uzun_bira] Hespê min dipekiya, lê îcar ne li çoleke xalî... Ez ketibûm nav cîhana kitab û kovar, xwendin û nivîsînê... Hingî, piştî civîna min a dawîn a partiyê, min xwe hinekî da alî. [5142 uzun_bira] Min guhê xwe girtin û xwe da karê nivisîn û xwendinê. [5143 uzun_bira] Bi zanîn, min xwe kerr kiribû, paşgotinî û xirecirên kurdan ko hîç xelas nedibûn, hew digihîştin min. [5144 uzun_bira] Cîhana min a germ a kitab û kovaran ji cîhana bêkêr a gotin, xirecir û dexsan gelekî dewlemend bû. [5145 uzun_bira] Wê cîhanê, heyinên wê cîhanê, eşq û afirîna edebî û çandî ruhê min ê şikestî û aloz aş dikirin. [5146 uzun_bira] Min bi tenê dev ji partiyê berneda, herweha dev ji Bêrûdê û şevên wê yên spî jî berda. [5147 uzun_bira] Ez hatim Şamê û li wir, li taxa ko Rûşen û diya wê lê rûdiniştin, bi cîh bûm. [5148 uzun_bira] Rûşena qedirgir dîsa gihîşte hawara min, wê xaniyekî biçûk ê dutebeqe ko jê re mendere digotin, bi kirêyeke erzan, peyda kir. [5149 uzun_bira] Xanî biçûk bû, tê de hema çi bigire, hîç têkber nîn bûn. [5150 uzun_bira] Lê çi xem! [5151 uzun_bira] Wî têra min, xewnên min û cîhana min a dewlemend a kitêban dikir... Tevî koça min a biçûk û nexuyayî ya Şamê, min şêweyê jîna xwe jî guhert; ez bûm hevalê şevê, bûm dostê jîna şevên dirêj û tarî. [5152 uzun_bira] Xewnên min di hembêza şevên tarî de stariyek dîtin. [5153 uzun_bira] Tariya şevê bû ronahiya wan, ew qulipîn ser herfan, di bin çirayeke qels û fedîkok de, min ew reşandin ser kaxizên spî... û ew kaxizên spî bûn rûpelên qewldayî yên Hawar´ê. [5154 uzun_bira] Gava min ew hemû rêzên şevên dirêj ên Şamê li hev anîn û rûpelên kovarê amade kirin, bi mebesta hedefên kovarê, min pêşgotineke dirêj, bi navê »Armanc, awayê xebatê û nivisandina Hawar´ê« nivîsî. [5155 uzun_bira] Hingî ew gotinên hanê ko hin ji hemû ew gotinên ko li dora roniya qels a çirê difiriyan û diçirûsîn bûn, hatin û mîna destpêka benda dirêj, li ser kaxizê spî veniştin; »Hawar dengê zanînê ye. [5156 uzun_bira] Zanîn xwe nasîn e. [5157 uzun_bira] Xwe nasîn ji me re riya felat û xweşiyê vedike. [5158 uzun_bira] Her kesê ko xwe nas dike, dikare xwe bide nas kirin. [5159 uzun_bira] Hawara me berî her tiştî heyina zimanê me dê bide nas kirin...« [5160 uzun_bira] Di wî danê êvarê yê panzdehê gulanê de, can û ruh ketibû wan gotinên şevên tenê û ew rabûbûn govendê. [5161 uzun_bira] Wan li nas û hevalên hatî tika dikirin ko nas û dost li wan guhdarî bikin... [5162 uzun_bira] Celadet Beg, cixare di nav tiliyan de, bi rûyê geş û çavên biken, dere nik Haco Axa ko li kêleka masê rawestaye û bi du hevalên xwe re dipeyive. [5163 uzun_bira] – Ez hêvî dikim, cerîde bi dilê te ye, Celadet Beg dibêje. [5164 uzun_bira] – Çawan ne bi dilê min e, mîrê min ê ezîz, Haco Axa dibêje. [5165 uzun_bira] Te bi ya xwe kir û tu bûyî xwedanzarok. [5166 uzun_bira] Lê... berî ko tu niha werî nik me, em di nav xwe de dipeyivîn... Te êdî zarokên bi beden û gowde jî divên... [5167 uzun_bira] Celadet Beg dikene, kêfa wî ji gotinên Haco Axa re tê û ew bi dengekî bilind dikene. [5168 uzun_bira] – Na, na... eve zaroka min hate dinê. [5169 uzun_bira] Eve têra min dike, ew dibêje, hele bila ev zarok bijî, bi ser lingan keve... [5170 uzun_bira] Mîrê min, ji bîr meke; mala zarok tê de şeytan naçe tê de. [5171 uzun_bira] Xwedê mezin e, Celadet Beg dibêje û dikene. [5172 uzun_bira] – Xwedê mezin e, Celadet Beg dibêje û dikene. [5173 uzun_bira] No, no, monsieur Bedir-Khan, Colonel Rambot dibêje, weha mefikire. [5174 uzun_bira] Tu pêwendiya vî îşî bi Xwedê tune. [5175 uzun_bira] Em divê bi tevdîr bin, hûn divê bi tevdîr bin... Ma we kurdan bi xwe negotiye, »l´ennemi du perè ne devient pas l´ami du fils«? [5176 uzun_bira] – Mr. [5177 uzun_bira] Kolonel, hûn bijîn... di demeke weha kurt de, hûn hînî gotinên kurdî jî bûne! [5178 uzun_bira] Hûn bijîn... Ez nizanim ka hûn pê dizanin, lê proverbeke me ya din jî heye; »le poltron meurt a chaque instant, le brave, une seule fois...« [5179 uzun_bira] Celadet Beg li Helebê, li oda serekê duwemîn ê Istîxbaratê Colonel Rambot e. [5180 uzun_bira] Digel ko serek bi xwe daxwaz kiriye ko Celadet Beg were Helebê, nik wan, ew tune, ji bo karekî girîng û acîl, çûye Fransê. [5181 uzun_bira] Serekê duwemîn Mr. [5182 uzun_bira] Rambot ko berî niha bi qasî salekê hatiye Sûriyê û malbata Bedirxaniyan baş dizane, xebera girîng bi Celadet Beg digihîne; rejîma nû ya Tirkiyê çend zabit şandine Lubnan û Sûriyê da ko muxalifên rejîmê bidin kuştin. [5183 uzun_bira] – Me ev îstîxbarat ji cîhekî pêbawer wergirtiye, Mr. [5184 uzun_bira] Bedir-Khan, Colonel dibêje. [5185 uzun_bira] Rejîma nû ya Tirkiyê lîsteyeke bi qasî bîst kesan çêkiriye da ko bikuje û bide kuştin. [5186 uzun_bira] Navê we, navê yekemîn ê lîstê ye. [5187 uzun_bira] Ew deh hezar lîra ji bo serê we didin... Hûn dikenin, lê bawer bikin ko weha ye. [5188 uzun_bira] Berî niha bi sê salan, wan xebereke weha di rojnama Cumhuriyetê de jî belav kiribûn. [5189 uzun_bira] Hingî hevalên me yên berpirsiyar pê ne bawer bûn, lê îro em pê bawer in... [5190 uzun_bira] – Est-ce que je peux fumer ici, chez vous? [5191 uzun_bira] Celadet Beg ji Colonel dipirse ka ew dikare cixare bikişîne. [5192 uzun_bira] Li ser pirsa Celadet Beg, Colonel ji nişka ve, ji cîhê xwe radibe, tê nik wî û bi xwe cixareyek îkramî wî dike. [5193 uzun_bira] Bien sur, ew dibêje, bêguman... li min biborin ko min ji bîr kir... Mr. [5194 uzun_bira] Bedir-Khan, em naxwazin tiştekî bi we bibe... em naxwazin pêwendiya me û tirkan xira bibe, em naxwazin pêwendiya me û kurdan jî xira bibe û Sûriye tevîhev bibe, em naxwazin aştiya ko me bi hezar zehmetî aniye pê, xira be. [5195 uzun_bira] Baş e, kolonel Rambot, ez çi bikim, çi dikarim bikim? [5196 uzun_bira] Hûn ji min çi dixwazin? [5197 uzun_bira] Bêguman, em nikarin tiştekî taybetî ji we bixwazin. [5198 uzun_bira] Lê me diviya vê îstîxbaratê ji we re bigota û rewşa we careke din bi bîra we bianiya... Mr. [5199 uzun_bira] Bedir-Khan, binihêrin ka hevalên me yên berpirsiyar, berî sê salan, li ser we çawan nivisîne, Colonel dibêje û ji çavika masê dosyekê derdixe, jê kaxizeke berê hazirkirî dide ber xwe û jê dixwîne; »Celadet Alî Bedir-Khan rêberê tevgera kurdî û yek ji rêberên tevgera muxalif a tirkan e. [5200 uzun_bira] Eger ne weha be jî, rejîma nû ya Tirkiyê weha dizane û dihesibîne. [5201 uzun_bira] Navê Bedirkhanan aleke sor e û Mr. [5202 uzun_bira] Celadet Ali âlemdarê vê alêyê ye...« [5203 uzun_bira] Celadet Beg dîsan dikene û pirsa xwe dubare dike, [5204 uzun_bira] – Belê, lê we negot ka ez dikarim çi bikim? [5205 uzun_bira] – Belê min got... em nikarin şîretan li we bikin... lê hûn divê bi tevdîr bin... Ya herî baş, bêguman, ew e ko hûn Lubnan û Sûriyê terk bikin. [5206 uzun_bira] Lê em dizanin ko we niyeteke weha nîn e. [5207 uzun_bira] Em jî naxwazin we mecbûrî vê yekê bikin. [5208 uzun_bira] Ez çi bibêjim?.. hertim nerin eynî cîh û deran, hertim ji eynî riyan merin û meyin, bi tenê megerin, ji bo tiştên ko hûn dikin, bila wext û saetên we yên diyar nîn bin, nehêlin kesên ko hûn nas nakin, nêzîkî we bin, bila mala we ji aliyê kesekî neyê zanîn, mal biguherînin, jixwe hûn nikarin ber bin aliyê Cizîrê û tixûbên Tirkiyê ve herin, eger hin kes bang we bikin jî, çûyinê ji heşê xwe derxin... Ez çi bibêjim? [5209 uzun_bira] Lê, [5210 uzun_bira] Kolonel gotinên xwe gotibûn... Bi zimanekî nerm û dîplomatîk. [5211 uzun_bira] Kurd ketî bûn, bêgav ketibûn, jîn û cîhana wan bûbû hepisxaneyek, li her derî serdestên wan, efendî û xwediyên wan hebûn. [5212 uzun_bira] Li Lubnan û Sûriyê jî fransizan »xwedîtî« dikirin. [5213 uzun_bira] Fransizan dixwestin bi nermahî karê xwe bimeşînin, ne zêde me biêşînin ne jî Tirkiyê eciz bikin. [5214 uzun_bira] Lê bandûra rejîma nû ya Tirkiyê her li ser me bû. [5215 uzun_bira] Rejîmê em ji fransizan dixwestin, xebat û kirinên me protesto dikirin, bi pere, dek û dolaban axayên nezan ên kurd dikirîn û bi wan fransiz eciz dikirin, casûs û sîxurên wan her li pey me bûn. [5216 uzun_bira] Wan bawer dikir ko em bi karên gelekî mezin radibûn! [5217 uzun_bira] Dengê defê ji dûr ve xweş dihat!.. Ji ber vê yekê jî fransizan rê li me, li her tiştê me digirtin, bernedidan em xwe bilivînin. [5218 uzun_bira] Kovara min Hawar bû stirîheke nû ya çavên neyaran. [5219 uzun_bira] Kurdan qîmeta kovarê fahm nekiribûn û nîvcahîlên ko li der û dora me bûn, dev davêtinê. [5220 uzun_bira] Lê neyaran girîngiya wê baş fahm kiribûn, ew pê gelekî eciz bûbûn. [5221 uzun_bira] Kovarê dengê fetisî yê kurdî bilind dikir û di warê ziman û edeba kurdî de gavên nû, pêwist û girîng davêtin, bîhn û nefeseke nû dida kurdî. [5222 uzun_bira] Ev deng diviya bihata birîn. [5223 uzun_bira] Hesab û plan ev bû... [5224 uzun_bira] Kovar ne bi dilê fransizan jî bû. [5225 uzun_bira] Wan sansoreke dijwar li ser kovarê danîbûn, tevî ko kovar ji siyasetê gelekî bi dûr bû, wan her hejmara kovarê, rêzên wê yên ko di şevên dirêj de li hev hatibûn, kontrol dikirin û piraniya caran hin rêz, hevok, gotin jê derdixistin. [5226 uzun_bira] Ji bêyî bêdeng qebûlkirinê, min dikarîbû çi bikira? [5227 uzun_bira] Şêrê girtî û ketî yê qefesê dikare çi bike?.. Lê niha, bi gotinên Mr. [5228 uzun_bira] Rambot, tehdît girantir bû. [5229 uzun_bira] Mirina ko jixwe her li dora min bû û her carê ezîzekî dilê min dibir diyarê rehmetê, niha ketibû pey min. [5230 uzun_bira] Gava fransizan bangî min kirin û ez, tevî du hevalên xwe, li trênê siwar bûm û hatim Helebê, min fahm kir ko tiştekî gelekî cidî li pêşiya min e. [5231 uzun_bira] Li Helebê, bajarê xweş ê spî, ez çûm û li Hotel Centralê bi cîh bûm. [5232 uzun_bira] Berî ko ez herim nik fransizan, min hin giregirên kurd, asûr û ermenan dîtin. [5233 uzun_bira] Wan haya min bi tehdîtê gîhandin. [5234 uzun_bira] Berî ko fransiz bibêjin, wan hevalan, di şîveke yekta ya aşxaneyeke navdar a Helebê de, daxwaza dilê xwe gotin; ez diviya ji Lubnan û Sûriyê derketima û biçûma Awrûpayê... [5235 uzun_bira] Rast e, eger ez biçûma Awrûpayê, ez ê, heye ku, ji tehdîdan rizgar bûma, ez ê ji xirecir û berberiyên bêwest û bêrawest ên kurdan bi dûr ketima, lê ma min ê bikaribûya kovareke mîna Hawar´ê li wan deran biweşanda? [5236 uzun_bira] Eger min bikaribûya biweşanda jî, kî dê ew bixwenda?.. Û umrê min gihîştibû çilî. [5237 uzun_bira] Min ê bikaribûya, careke din, li hember pûk û seqemên bayên xerîbiyê xwe rabigirta? [5238 uzun_bira] Û di ser de, tevî dersên dil û ruh, ez ji Ovidius, yek ji mamostayên jîna min a mihacir, vê yekê jî hîn bûbûm; jîna însan û însaniyetê bi xewn û xeyalan girêdayî bû. [5239 uzun_bira] Eger însan û însaniyet hê jî, tevî her celeb misûbetê, dijiyan, ew bi xêra xewn û xeyalan bû. [5240 uzun_bira] Şam û şevên dirêj ên Şamê bûbûn kozika xewn û xeyalên min ên afirîn û avakirinê. [5241 uzun_bira] Min hê gotina xwe ya dawîn negotibû, xewn û xeyalên min hê nemiçiqîbûn... [5242 uzun_bira] – Çavê me, bi teqdîr, li ser xebata we ya li ser zimanê kurdî ye, Colonel Rambot dibêje û gotina xwe temam dike. [5243 uzun_bira] – Merci, Mr. [5244 uzun_bira] Rambot, ez jî alîkarî û nermahiya we teqdîr dikim. [5245 uzun_bira] – Mr. [5246 uzun_bira] Bedir-Khan, sala bê, em ê li hemû dinê salvegera şoreşa Fransê pîroz bikin. [5247 uzun_bira] Bi wê munasebetê, em ê li Lubnan û Sûriyê jî hin tiştan li dar xînin. [5248 uzun_bira] Em dizanin ko hûn dilsozekî yekta yê şoreşên Franse û ronesansê ne. [5249 uzun_bira] Em ê haya we pê bigihînin û em hêvîdar in ko hûn ê jî bên alîkariya me. [5250 uzun_bira] – Bi kêfxweşî... [5251 uzun_bira] – Bi kêfxweşî... Şev e, şeveke dirêj û çiksayî ya taxa Salihiyê ye. [5252 uzun_bira] Şam, bajarê kevnare yê Rohilatê rojeke bi keft û left li pey xwe hiştiye û ketiye xewê. [5253 uzun_bira] Perda bêdengiyê bi ser Şamê de girtiye. [5254 uzun_bira] Ji dengê dengbêj pê ve, bi tenê dengê bayê tenik, ji der ve, tê. [5255 uzun_bira] Kengê ye? [5256 uzun_bira] Kîjan wexta şevê ye?.. Kî pê dizane! [5257 uzun_bira] Şev gihîştiye nîvî, heye ko jê qulipiye jî. [5258 uzun_bira] Lê tiştekî heye; stêrkên Kerwankuj û Qurux hê neçûne ava, ji pencerê, hê roniya wan dixuye. [5259 uzun_bira] Û ezana destê sibê hê dest pê nekiriye. [5260 uzun_bira] Yanê hê bajar hişyar nebûye û wexta xewê nehatiye; hê jî Celadet Beg, di oda jorîn a xênî de, li pey gotinên ko xwe li hilbîna çira biçûk girtine, ye. [5261 uzun_bira] – Bi kêfxweşî, ez ê careke din lê guhdarî bikim, ew dibêje û xwe hinekî dide hev. [5262 uzun_bira] Lê tu jî, hinekî girantir, bibêje. [5263 uzun_bira] Ez pê re nagihêm... [5264 uzun_bira] Celadet Beg û dengbêjê wî Ehmedê Fermanê Kîkî, di wextên razanê yên bajêr de, hê jî rûniştine û li stranên kurdî hûr dibin. [5265 uzun_bira] Ehmedê Fermanê Kîkî dibêje, gotinên kevn ên kurdî, mîna mercan, li pey hev rêz dike, Celadet Beg jî dinivîse, wan dike tîp, hevok, rêz. [5266 uzun_bira] Ehmedê Fermanê Kîkî, bi awaz û dengê xwe, gotin, dewr û dewranên jibîrbûyî yên kurdî bi Celadet Beg digihîne. [5267 uzun_bira] Ew ê jî wan, mîna rêzên nivisandî, di Hawar´ê de, bi kurdên heyama salên 1930-an bigihîne. [5268 uzun_bira] Ehmedê Fermanê Kîkî, dengbêjê dewr û dewrandîtî, xwediyê dengê mîna qedîfe, çavên xwe digire, serê xwe, bi hêdîka, dihejîne û dibêje; Dilo lo!... Vê sibekê xelkê min î delal çû welatê xerîbiyê... Kesek li mala tu nîn e, w´ezê sebra dilê xwe pê bînim... Derdê dilê min pir in, şevê kanûna şevine dirêj in... Ez ê rabim lêwik li dergûş xînim... Ji derdê dilê xwe re rebenê, bilorînim, bilorînim, bilorînim... Hêstirê xwînê, ser sê biskê dişê, hinarê rûka bibarînim... De bajo emrê dilê min pê re... [5269 uzun_bira] – Hêstirê xwînê... ez pê re nagihêm... ji kerema xwe, wan herdu rêzên dawîn dubare bike... Dengbêj dibêje; hêstirê xwînê... [5270 uzun_bira] Celadet Beg pişta xwe daye dîwêr, çogên xwe ber bi sînga xwe kişandiye û li ser textê xwe yê razanê rûniştiye. [5271 uzun_bira] Wî deftereke mezin daniye ser çogên xwe û bi pênûseke zirav û dirêj gotinên dengbêj dinivîse. [5272 uzun_bira] Çavên wî li ser defterê, guhên wî li ser dengbêj e. [5273 uzun_bira] Deng û gotinên dengbêj, beden û ruhê wî vedigire, ew pê re dere. [5274 uzun_bira] Mîna pêlên derya, deng, car bi car, bi ser wî de tên. [5275 uzun_bira] Mîna qiraxên avê, beden û ruhê wî pêlên dengan werdigirin. [5276 uzun_bira] Hemû dîqet, hemû bihîstiyariya wî li ser dengan e. [5277 uzun_bira] Ev deng divê winda nebin, tu kitekitên wan ji bîr nebin. [5278 uzun_bira] Celadet Beg divê wan qult bi qult vexwe, sîng û bedena xwe bide ber pêlên wan da ko bikaribe bikeve nav cîhana wan, bi wan re bibe yek, bikaribe yekîtiyeke abadîn, ebedî û edebî bîne pê. [5279 uzun_bira] Dengbêj li ser textê razanê ko li hember textê Celadet Beg e, rûniştiye, çavên xwe girtine û bi dengekî zîz û nerm, dibêje; dengan ew li hespekî rewan ê mîrên kurdan kiriye û ew birine berî, deşt û zozanên welêt, nik konên eşîr û koçerên kurdan. [5280 uzun_bira] Ew ji şeva reş a Şamê çûye şeveke ronî a welêt. [5281 uzun_bira] Di bin şewqa heyveronê de, li ser hespê çîrokan, ew difire. [5282 uzun_bira] Wî çavên xwe girtine, guhê xwe daye ser pejn û dengên dewr û dewranên eşîran. [5283 uzun_bira] Bayekî sivik ê destê sibê rûyê wî mist dide, bîhnên wext û heyamên koçeran di navbera mûyên simbêlê wî re xwe bi difnên wî digihînin. [5284 uzun_bira] Dengbêj dibêje; li ser hespekî rewan, bi leza bayê sibê, di bihur, gelî û newalên tarîxê re derbas dibe... [5285 uzun_bira] Celadet Beg jî dinivîse; bi hemû quwet û dîqeta xwe hewl dide da ko leza bayê sibê yên dewr û dewranên bihurî biqulipîne ser gotinên niviskî... [5286 uzun_bira] Şev bû, me bang şevê kiribû. [5287 uzun_bira] Şev hatibû, -ji bo dîlana keserkûr a tarîxê, nalîna dewr û dewranan û serhildana ruhê şikestî. [5288 uzun_bira] Ba bû, şevê bang ba kiribû. [5289 uzun_bira] Ba hatibû, -ji bo hevaltiya dengbêjê Hawarê, şahîdiya deng û gotinên kevnare û hevkariya vejandina gotinên mirî. [5290 uzun_bira] Ba û şev ji kûrahiyên tarîxê, ji pêlên behrên spî û reş û bilindahiyên zozanan hatibûn û mîna reqasa herî bedew a çîrokên erebî, xwe li dora dengê Ehmedê Fermanê Kîkî li ba dikirin. [5291 uzun_bira] Stêrk hê jî diçirûsîn û bi kêfxweşî li best û hesta ba, şev û Ehmedê Fermanî Kîkî temaşe dikirin. [5292 uzun_bira] Ronahiya wan, bi qasî mistekê bûya jî, ji pencerê, xwe bi rûyê dengbêjê min, hevalê min ê nû yê qederê, digihand. [5293 uzun_bira] Rûyê wî, bi ronahiya saf û paqij a stêrkan, mîna rûyê zarokekî dergûşê dixuya. [5294 uzun_bira] Yan jî mîna rûyê lehengekî wan stran û destanên ko wî digotin. [5295 uzun_bira] Ehmedê Fermanê Kîkî ko di kovara min de, bi navê »dengbêjê Hawar´ê« , bi nav dibû, bi rastî jî, lehengekî ji dinya lehengên stranan bû. [5296 uzun_bira] Haya wî ji dinê, ji bayê kambax ê felekê nîn bû. [5297 uzun_bira] Wî nizanîbû ka pere çi ye. [5298 uzun_bira] Çavê wî ne li mal û mulkê dinê, ne jî li hebûn û mîratên însanan bû. [5299 uzun_bira] Dinya wî stran bû, gotinên stranan bû. [5300 uzun_bira] Hê di gera min a yekemîn a 1919-an a welêt de, min navê wî bihîstibû. [5301 uzun_bira] Ew dengbêjekî yekta yê eşîr û malmezinên kurdan bû. [5302 uzun_bira] Lê gava ko min koçî Şamê kir, kozika xewn û xeyalên xwe li wê mala dutebeqe veda û dest bi weşîna kovarê kir, min biryarek stend; min û Hawar´ê dengbêjek diviya... Çend dengbêjên ko dikarîbûn bibûna dengbêjê kovarê hebûn. [5303 uzun_bira] Lê ji Ehmedê Fermanê Kîkî çêtir nîn bû. [5304 uzun_bira] Gava 1929-an, Qedrî û Ekrem Begê Cemîlpaşa ji Tirkiyê daketin bin xetê, wan ji min re, behsa Kîkî kirin. [5305 uzun_bira] Min dîsan navê Ehmed hildabû... Min da ser şopa wî. [5306 uzun_bira] Mîna dengbêjên navdar, wî jî xwe spartibû çiyan. [5307 uzun_bira] Wî dev ji dengbêjiyê berdabû û çûbû li ser xetê, yanê li aliyê Tirkiyê, li gundekî di quntara çiyan de cîwar bûbû. [5308 uzun_bira] Piştî ko min şop hilda, di şeveke reş de, bi dizî, tevî du xortan, ez hilkişiyam jor, aliyê Tirkiyê û çûm gundê wî. [5309 uzun_bira] Ew şaş mabû, nizanîbû çi bigota! [5310 uzun_bira] Mîrekî kurdan, neviyê Mîr Bedirxan, ketibû pey wî, tevî hemû tehlûkan, hatibû aliyê Tirkiyê û jê dixwest ko ew pê re biçûya Şamê!.. Îşê Mîr Celadet ne îşê aqilan bû! [5311 uzun_bira] Di nav çend saetan de, digel her kitekitê, min jê re behsa hal û hewalê xwe, daxwaz û mirazên xwe kirin. [5312 uzun_bira] Wî bêdeng li min guhdarî kir. [5313 uzun_bira] Piştî ko xeberdana min a hinekî dirêj û hinekî hîsî qediya, wî kumê xwe da serê xwe, kulavê xwe avêt nav milên xwe, pêlavên xwe yên qawcik pê kirin û ji min re got, »De fermo mîrê min, em bikevin rê...« Gava em ê ji derî derketina, wî rahijt bilûra xwe, ji malê bi tenê bilûr girt. [5314 uzun_bira] Berî ko tav li me hil were, di eynî şevê de, em dîsan daketin binê xetê, aliyê Sûriyê... Hevaltiya min û Ehmedê Fermanê Kîkî welê dest pê kir û heta koça dawîn a axretê dewam kir. [5315 uzun_bira] Ji wê şevê û pê ve, gotinên kevn û bijarte yên Kîkî, tevî musîka Osmanî, Mahler û Emû Qalsûmê bûn neqşên jîna min. [5316 uzun_bira] Ew gotinên Kîkî... ew gotinên zêrhêlî ko diçirûsîn, ko ji xewna sedsalan hişyar dibûn û vedijiyan. [5317 uzun_bira] Ez ê behsa wan jî bikim, behsa wan û bilûra Kîkî... belê bêyî wan, Bîra Qederê nayê hûnandin... [5318 uzun_bira] – Em divê li wan çend rêzên dawîn ko te dubare kirin, dîsan, vegerin... [5319 uzun_bira] – Bavê min, kalikê pîrika min, Ehmedê Fermanê Kîkî çavên xwe vedike û dibêje, bîhna min çikiya, te bîhn li min çikand... De bisekine, ez hebkî bîhna xwe berdim. [5320 uzun_bira] Mr. [5321 uzun_bira] Bedir-Khan, de bisekine, ez hinekî bîhna xwe vedim, Madame Rambot bi ken dibêje, merci... [5322 uzun_bira] – Merci pour vous Madame, Celadet Beg dibêje û Madame Rambot heta nik mêrê wê dibe. [5323 uzun_bira] – Mr. [5324 uzun_bira] Bedir-Khan, hûn pir xweş dans dikin, Mr. [5325 uzun_bira] Rambot dibêje, heta niha me ev aliyê we nizanîbû... [5326 uzun_bira] – Heyret! [5327 uzun_bira] Îstîxbarata Fransê bi nav e, min jî welê bawer dikir ko hûn bi her tiştê min dizanin!.. [5328 uzun_bira] – No, no, ne welê ye, zêde dikin... Her çi be jî, em, ez û xanima min, hevalên din, bi hatina we pir kêfxweş in. [5329 uzun_bira] Em dizanin ko hûn gelekî qîmet didin şoreş û fikrên şoreşên fransizî. [5330 uzun_bira] – Na, ez qîmet nadim wan... ew perçeyên jîna min in, ez, xwih û birayên min, em bi wan fikran mezin bûn, perwerde bûn. [5331 uzun_bira] Li Stembolê, li mala me, hem dengbêj û çîrokbêjên kurd hebûn hem jî murebiye û mamosteyên fransiz. [5332 uzun_bira] Em bi çîrokên Mîr Mihemedê Hekqarî û yên Lafontaine diketin xew. [5333 uzun_bira] Na, ez qîmetê nadim wan, ew xewnên min in; xewnên siyasî û civakî yên biserketin û serfiraziyê, hebûn û însanbûnê... Merci... [5334 uzun_bira] Celadet Beg qedeheke nû ya tijî ya şampanyayê ji garson werdigire û dîsan li koma zabitên fransizan û jinên wan vedigere, [5335 uzun_bira] – Bi musada we, ji bo fikrên şoreşên fransizî... [5336 uzun_bira] Li ser kolana mezin a Salihiyê, di salona herî mezin a Sûriyê de, desthilatên Sûriyê, fransiz, salvegera şoreşa Fransê bi baloyeke mezin pîroz dikin. [5337 uzun_bira] Tevî ko baloyê hê nû dest pê kiriye, salon heta dev tijî ye. [5338 uzun_bira] Zabitên fransiz bi kincên xwe yên paqij ên eskerî; dîplomatên welatên dinyê yên li Lubnan û Sûriyê, bi smokîn û kincên dîplomatîk ên reş; tucar, karbidest, zane, ronakbîr, nivîskar, şêx, beg û merivdewletên Sûriyê, bi taximên kincên nû, hazir in. [5339 uzun_bira] Jin û xanim ên baloyê ko piraniya wan ewrûpayî ne, bi cil û bergên rengîn ên salonên moda yên Awrûpayê, rengekî taybetî didin baloyê. [5340 uzun_bira] Her çar aliyên salonê bi rengên ala Fransê xemiliye. [5341 uzun_bira] Orkestrayeke fransizî musîka valsên fransizî lêdixe. [5342 uzun_bira] Garsonên ereb û kurd, di destên wan de siniyên biçûk ên xwarin û vexwarinan, li dora mêvanan digerin. [5343 uzun_bira] Celadet Beg, bi kincên nû yên reş, gomlegeke spî û qirawateke xweş a reş, bi porê biriyantîn û şehkirî, hinekî serxweş, hatiye baloyê û şoreşên fransizî pîroz dike. [5344 uzun_bira] – Gava ez zarok bûm, Celadet Beg dibêje, hingî kekê min Sureya ko niha li Kahîrê dijî, li Galatayê, li Mekteb-î Sultaniyê, bi fransizî, dixwend. [5345 uzun_bira] Rojekê wî du afîşên fransizî anîn û dan min û birayê min Kamuran ko niha li Parîsê dijî. [5346 uzun_bira] Min afîşa xwe hilda ser dîwarê oda xwe. [5347 uzun_bira] Li ser afîşê wêneyeke J.J. [5348 uzun_bira] Rousseau hebû. [5349 uzun_bira] Di bin wêna Rousseau de jî darekî mezin û dirêj hebû. [5350 uzun_bira] Li ser gowda darê bi herfên fransizî, peregende, weha hatibû nivisîn; liberté, force, verité, justice, union... Hê jî ew tên bîra min. [5351 uzun_bira] Hê jî ew xewnên min in, hê jî xewnên jîna min in. [5352 uzun_bira] Piştî gotinên xwe, ew qedeha xwe dîsan dibe devê xwe û wê heta dawî wedixwe. [5353 uzun_bira] Bi qasî kêliyekê, ew li dora xwe, şêniyên baloyê dinihirê û li zabitekî û jina wî ko li hember wî sekinîne û lê guhdarî dikin vedigere û bi kîbarî, dîsan bi fransizî, ji jinikê dipirse, [5354 uzun_bira] Madame Krovere, gelo hûn dansekê bexşî min nakin? [5355 uzun_bira] Avec plaisair, jinik dibêje û tê, dikeve milê wî. [5356 uzun_bira] Ew herdu, bi hev re, ber bi aliyê cîhê dansê derin. [5357 uzun_bira] Wê êvarê tu kêmaniyên min ji mêvanên din nîn bûn; bejn û bala min dirêj (1.85!.. hinekî dirêj!), kinc û lixwekirina min xweş, nû û lihevhatî, serê min, bi bîhna misk û embera jinan û bi konyak û şampanyê, hinekî, mest bû. [5358 uzun_bira] Min dans dikir, tevî jinên fransiz ên nerm, li gora ahenga musîk û dansa ko min ewçend jê hez dikir, bedena xwe, bi ûsil, dilivand. [5359 uzun_bira] Min bêriya dansê û şevên welê kiribûn. [5360 uzun_bira] Lê wê şevê, di wê baloya şên û geş de, ez ne bawer im ko haya kesî ji rewşa min a kambax hebû. [5361 uzun_bira] Bêgavî û neçariyê dîsan nefes li min çikandibû. [5362 uzun_bira] Ez mîr bûm, »prince« bûm, (di rûpela dawîn a kovarê de jî weha nivîsîbû; Emir Djeladet Aali Bedir-Khan), gerînendeyê kovara yekta ya kurdî Hawar´ê bûm. [5363 uzun_bira] Lê di berîka min de, pirî caran, pereyê cixarê nîn bû. [5364 uzun_bira] Pere nîn bû, ji bo hîç tiştekî nîn bû. [5365 uzun_bira] Min hemû bendên kovarê, di şevên dirêj de, bi qelama reş dinivîsîn. [5366 uzun_bira] Agir bi pêçiyên min diketin, pêçî hemû dibûn birîn. [5367 uzun_bira] Lê çare çi bû? [5368 uzun_bira] Daktîloyeke nû, bi navê Smith Premier, hatibû bazara Salihiyê. [5369 uzun_bira] Her cara ko ez û hevalên bi min re, daketana sûkê, ez ê biçûma û min ê li wê daktîloyê binihêrta. [5370 uzun_bira] Her car... Lê pere nîn bû ko min ew bikiriya. [5371 uzun_bira] Rêzkirina rûpelên kovarê gelekî biha bû. [5372 uzun_bira] Ji ber ko kovar, bi piranî, bi tîpên latînî dihate weşandin û li Sûriyê, kesên ko bi tîpên latînî bizanibûna, nîn bûn. [5373 uzun_bira] Da ko min bikaribûya buhayê rêzkirina rûpelan hinekî kêmtir bikira, ez bi xwe diçûm çapxanê û bi rojan dixebitîm. [5374 uzun_bira] Min tîp, li gora nivîsaran, yek bi yek, hildiçandin, dianîn nik hev û rûpel rêz dikirin. [5375 uzun_bira] Carina deh saet, donzdeh saet... Çapxana Tereqî ko bi xîret û dilsozî kovar diweşand, bûbû mala min a duwemîn. [5376 uzun_bira] Piştî ko kovar diweşiya, keft û lefteke nû dest pê dikir, dîsan ji bo ko pere nîn bûn... [5377 uzun_bira] Wê rojê, berî ko ez biçûma baloyê, dîsan, heta êvarê, bêyî ko tiştekî bikeve gewriya me, me lezandibû. [5378 uzun_bira] Hejmareke nû derketibû. [5379 uzun_bira] Her hejmara me di navbera 500-1000 libî de derdiket. [5380 uzun_bira] Me nikarîbû ew bişanda kitabfiroş û kitabxanên Lubnan û Sûriyê. [5381 uzun_bira] Fransizan ev li me qedexe kiribûn... Jixwe kesên ko bikaribûna bi kurdî û di ser de jî, bi tîpên latînî, bixwendana, pir kêm bûn. [5382 uzun_bira] Me kovar, piranî, bi dizî, dişandin kurdên aliyê Tirkiye û Iraqê. [5383 uzun_bira] Lê pere nîn bû ko me bikaribûya zerf û zamk bikirîna û kovar pê bişandina. [5384 uzun_bira] Ji lewre, me ew dixistin tûr û kîsên cawîn devê wan didurûn û dişandin. [5385 uzun_bira] Wê rojê jî, ez, Rûşen ko bi xortekî ereb, Omer Malik re, bûbû destgirtî, lê hê jî dest û piyê min bû, du xortên kurd ên hêja û jîr ko hem di kovarê de dinivîsîn û hem jî aliyê min dikirin, Osman Sebrî û Qedrî Can û dengbêjê kovarê Ehmedê Fermanê Kîkî, li hewşa malê, li kêleka bîrê, bi şerpezetî, karê kovarê bir serî. [5386 uzun_bira] Şengê, sega min a gurêx, jî li me nobedarî kir! [5387 uzun_bira] Lê kesên ko bi vê şerpezetiya me dizanîbû, pir kêm bûn. [5388 uzun_bira] Xelkê, nemaze hesûd û dexesên ko li der û dora me bûn û dev davêtin kovarê, welê bawer dikirin ko bi telisan pere, ji min re, dihat! [5389 uzun_bira] Min ê çi bikira? [5390 uzun_bira] Çiyayên bilind bê berf nedibûn, newalên kûr bê av nedibûn... [5391 uzun_bira] Celadet Beg û Madame Krovere, guhê wan li ser orkestrê, li gora musîkê gavên xwe davêjin. [5392 uzun_bira] Ew napeyivin, musîk û dans tevgera wan bi rê dixe. [5393 uzun_bira] Ling, tevgera dansê, libabûna bedenan, hilm û germahiya kesên ko dans dikin, birûyên zirav, çavên kilkirî û lêvên sor ên Madamê Celadet Beg bêdeng dihêle. [5394 uzun_bira] Ew naxwaza bipeyive, bedena wî bi xwîdan, kirasê wî yê spî yê hewrêşîmî bi bedena wî ve zeliqî, ew bi dansê re dere... Lê musîk radiweste. [5395 uzun_bira] – Mixabin, Madame Krovere dibêje... Pir spas, ez ê van demên dansê ji bîr nekim... [5396 uzun_bira] Celadet Beg, bîhnçikyayî, bi çavan spasî wê dike û wê dibe nik koma zabitan, nik mêrê wê. [5397 uzun_bira] Koma zabitan û mêrê Madamê li çepikan dixînin... Celadet Beg ji garsonê ko derbas dibe, qedeheke nû ya şampanyayê werdigire, bi qedehê silav li wan dike û ji şampanyê vedixwe. [5398 uzun_bira] Merivekî navsal, hinekî porweşiyayî, simbêlqît û zerik, li nik wan e. [5399 uzun_bira] Ew jî, bi serî, silav dide Celadet Beg. [5400 uzun_bira] – Ez Wehbî Beg bi we bidim nasîn, Loynant Krovere dibêje. [5401 uzun_bira] Charge d´affairê Tirkiyê... katibê yekemîn ê balyozxana Komara Tirkiyê... û Mr. [5402 uzun_bira] Djeladet Aali Bedir-Khan... [5403 uzun_bira] – Memnun oldum, Wehbi Beg dibêje û destê xwe dirêjî Celadet Beg dike. [5404 uzun_bira] Demek ünlü Celadet Bey sizsiniz... [5405 uzun_bira] – Ben de memnun oldum, Celadet Beg dibêje. [5406 uzun_bira] – Ha, işte bizim haným da geldi, katibê yekemîn dibêje, onu sizinlee tanýştýrayým, Celadet Bey... [5407 uzun_bira] Ji nişka ve, jinikeke gelekî xweş, por dirêj, li kêleka Celadet Beg dixuyê. [5408 uzun_bira] Celadet Beg lê dinihêre. [5409 uzun_bira] Çav... çavên reş... Ew van çavan dinase, van ji derekî dinase... Lê ji ku? [5410 uzun_bira] Bejn, bejn û bal... Na! [5411 uzun_bira] Nabe!.. Celadet Beg serxweş e, çewt dibîne... Lê... Belê... belê... ew e; [5412 uzun_bira] Canan! [5413 uzun_bira] Celadet! [5414 uzun_bira] Canan!.. [5415 uzun_bira] FOTOGRAF 12: Evîn; xewna abadîn, bihuşta ruh, lê dûr û nediyar... [5416 uzun_bira] Sal 1935 e. [5417 uzun_bira] Li pişta fotografa donzdan a Bîra Qederê, bi jimarên erebî, hatiye nivisîn; Belê, sal 1935, ji mehan sibat, ji rojan yekşemî ye. [5418 uzun_bira] Sal diqulipin, umrê Celadet Alî Bedirxan û rûpelên romana Bîra Qederê, mîna her umrê têkel û kozmopolît, carina bi lez, carina aram, digihîjin navenda salên sîhan. [5419 uzun_bira] Salên sîhan; heyamên nû, gavên nû, hêviyên nû û derd û keserên nû. [5420 uzun_bira] Salên sîhan; dirêjahiya şevên reş, bêdengiya tariya şevê, karkeriya gotinên mirî û windabûyî yên kurdî. [5421 uzun_bira] Û tenêtî... di nav xelk, şênî û xisman de tenêtî... [5422 uzun_bira] Salên sîhan; biryarên bingehîn ên jiyanê. [5423 uzun_bira] Di fotografa duwanzdemîn a Bîra Qederê de du kes hene; Celadet Alî Bedirxan û dotmama wî Rûşen. [5424 uzun_bira] Herdu, li kêleka hevûdu, li ser riyekê sekinîne. [5425 uzun_bira] Celadet Beg, cixare di destan de, li dûr dinihêre. [5426 uzun_bira] Rûşen Xanim jî, bi ken, li wî. [5427 uzun_bira] Dunya sar û seqem e. [5428 uzun_bira] Ji ber ko hema li pey wan, tiştekî ko zû bi zû li Rohilata Navîn nayê dîtin, berf dixuyê. [5429 uzun_bira] Belê, berf... Ew li kêleka rê sekinîne. [5430 uzun_bira] Rê reş e, lê li pey rê, hemû hawirdor spî ye. [5431 uzun_bira] Berfê hawirdor vegirtiye. [5432 uzun_bira] Tevî ko dinya sar e, ronahiya berfê germahiyekê reşandiye ser fotografê. [5433 uzun_bira] Ronahî û germahî ji fotografê dixuyin. [5434 uzun_bira] Lê rûyê Celadet Beg tu tiştî nabêje. [5435 uzun_bira] Ew bi awirê xwe yê ko êdî ji bo xwendevanên Bîra Qederê nas e, li dûr dinihêre. [5436 uzun_bira] Vala û kûr. [5437 uzun_bira] Û hinekî jî pojinî. [5438 uzun_bira] Ew li çi dinihêre? [5439 uzun_bira] Li çi difikire? [5440 uzun_bira] Çi hîs dike? [5441 uzun_bira] Bêguman, eger zimanê wênê hebûya, wê dê bersîva van pirsan bida. [5442 uzun_bira] Lê fotograf, mixabin, bê zar û ziman e. [5443 uzun_bira] Celadet Beg rawestaye, di nav pêçiyên destê rastê de cixareyeke vêxistî, destê wî yê din di berîka pantolê wî de, hinekî stûyê xwe, mîna piraniya caran, xwar kiriye û li dûr dinihêre. [5444 uzun_bira] Heye ko şaş be, lê meriv ji rawest, awir û nêrîna wî dikare derxe ko hîsên wî têkel in. [5445 uzun_bira] Ew difikire, lê ne li tiştekî, li pir tiştan. [5446 uzun_bira] Celadet Beg, merivê xwediyê jiyan û xewnên têkel, di nav hîsên têkel de ye. [5447 uzun_bira] Rûşen Xanim, serê xwe hinekî bilind kiriye lê dinihêre. [5448 uzun_bira] Bi hez û bi ken. [5449 uzun_bira] Ji fotografê baş dixuyê ko Rûşen Xanim ji rewşê razî ye. [5450 uzun_bira] Ew kêfxweş e. [5451 uzun_bira] Wê destên xwe, ji herdu aliyan, ber bi jêr kirine, lingê xwe yê rastê hinekî derxistiye pêş, stûyê xwe bilind kiriye û li pismamê xwe dinihêre. [5452 uzun_bira] Çavên wê dikenin, ne bi tenê dikenin, ew dibiriqin jî. [5453 uzun_bira] Ew ji ko tên û derin ku? [5454 uzun_bira] Eger meriv bi çîroka vê fotografê nizanibe, meriv nikare bersiva vê pirsê bide. [5455 uzun_bira] Fotograf, bi tenê, kurte-dema kişandina fotografan nîşan dide, wê kurte-demê dike nemir, lê çi mixabin e ko fotograf nikare serpêhatiya wê kurte-dema kişandina fotografê bibêjê. [5456 uzun_bira] Loma jî meriv divê bi çîroka fotografê bizanibe da ko bikaribe fotografê vejîne û zimanekî nû bidiyê. [5457 uzun_bira] Da ko fotograf bikaribin bijîn û dest bi salixdanê bikin. [5458 uzun_bira] Pismam û dotmam li ser riyekê rawestane, ew ji dereke tên û derin dereke din. [5459 uzun_bira] Belê li pişta fotografê tarîxa kişandina vê fotografê nivisîye, lê eger ew nehata nivisîn jî meriv dikaribû ji berfê û kincên wan fahm bikira ko wext çile ye, dinya sar e. [5460 uzun_bira] Kincên wan; nîşana wext, dem û salan; nîşana hez, tahm û pîvanên wan; nîşana edet û ûsilên wan, nêrîn û pêwendiyên wan. [5461 uzun_bira] Celadet Beg paltoyeke boz û giran, Rûşen Xanimê jî mantoyeke spî yê hinekî vekirî li xwe kiriye. [5462 uzun_bira] Palto û manto dirêj in, heta ber lingan dadikevin. [5463 uzun_bira] Celadet Beg pêşiya paltoyê xwe vekiriye û destê xwe yê çepê xistiye berîka pantolê xwe. [5464 uzun_bira] Pêşiya mantoyê Rûşen Xanimê, heta qirikê, girtiye. [5465 uzun_bira] Ji bin paltoyê Celadet Beg, taximê kincên reş, kirasê spî û qirawatê reş dixuyin. [5466 uzun_bira] Mîna her carê, Celadet Beg, bi gotina fransizan »kostymeke« reş, gomlegekî spî li xwe kirine û kirawatê xwe yê reş jî pê ve kiriye. [5467 uzun_bira] Rîha wî jî mîna xwe ye; kin, kurt û qut. [5468 uzun_bira] Porê ber bi paş şehkirî, simbêl, rîh, kincên taxim, kirawat û palto, hemû, pir xweş, li hev hatine. [5469 uzun_bira] Hemû bi hev re tiştekî nîşan didin; rewşenbîrekî heyama xwe, ronakbîrekî şareza, bîrbir û ehlî kêf, merivekî têgihîştî û serhildar ê kozmopolît ko ruhê wî bi rengên têkel hatiye hûnandin. [5470 uzun_bira] Herçî Rûşen Xanim e, rawestin, nêrîn, por û cil û bergên wê jî, lihevhatî ne. [5471 uzun_bira] Nerîna wê nerm, rawesta wê xweş, lixwekirina wê nû û kincên wê nûjen in. [5472 uzun_bira] Bejn, bal û bedena wê, li gora ya Celadet Beg, gelekî kin û hûr e. [5473 uzun_bira] Lê nerîna wê, bi taybetî nerîna wê, germ û bi şefqet e... [5474 uzun_bira] Germahî û şefqeta ko Celadet Beg di welatê xerîbiyê de li pey e, gelo di nerîna van çavên ciwan de ne?.. [5475 uzun_bira] Germahî û şefqeta ko Celadet Beg di welatê xerîbiyê de li pey e, gelo di nerîna van çavên ciwan û reş de ne?.. [5476 uzun_bira] Canan! [5477 uzun_bira] Celadet! [5478 uzun_bira] Canan!.. [5479 uzun_bira] Celadet Beg Cananê, hevala rojên Stembolê, ber bi xwe dikişîne û wê hembêz dike. [5480 uzun_bira] Car bi car. [5481 uzun_bira] Pihêt. [5482 uzun_bira] Bi coş û hez. [5483 uzun_bira] – Canan, ew dibêje û bi xurtî li çavên wê dinihêre, Canan, çima tu napeyivî? [5484 uzun_bira] Ev çi hal e, Canan? [5485 uzun_bira] Ev çi qeder e, çi qedereke teres e! [5486 uzun_bira] – Ez çi bibêjim, Celadet, Cecoyê ruh û bedena min? [5487 uzun_bira] Ma gotin qîma her tiştî dikin? [5488 uzun_bira] Celadet Beg ji stûyê wê radimûse. [5489 uzun_bira] Lêvên wî yên qelew û şil li ser stû derin û tên. [5490 uzun_bira] Destên wî li ser bedena tazî, hêdî hêdî, digerin. [5491 uzun_bira] Mîna ko dest dixwazin bedenê, ji nû ve, keşf bikin. [5492 uzun_bira] Beden jî, li gora tevgera lêv û destan, xwe dilivîne. [5493 uzun_bira] Hêdî hêdî, bi dûzan, bi hostehî. [5494 uzun_bira] – Canan, yara xewnan... Celadet Beg, bêyî ko serê xwe rake, dibêje. [5495 uzun_bira] Tu divê bizanibî, herçend tu dûrî min bûyî, ewçend jî tu nêzî min bûyî. [5496 uzun_bira] Hertim, li her derî. [5497 uzun_bira] Li Alemanya û Munîxê, li Misir, Lubnan û Sûriyê, li her derî, tu li nik min bûyî. [5498 uzun_bira] Çavên min bi xeyala çavên te yên reş û şêrîn dihatin girtin. [5499 uzun_bira] Çavên min bi xeyala bedena te ya spehî vedibûn. [5500 uzun_bira] Celadet Beg xwe hinekî rast dike, serê xwe radike û li Cananê, li bedena zirav, xweş û spî dinihêre. [5501 uzun_bira] Bi qasî kêliyekê, ew, bê hereket, lê dinihêre, ji serî heta jêr, ji jêr heta jor. [5502 uzun_bira] Paşê, ew bi destê xwe yê rastê lehîfên li ser textê razanê, bi hêdîka, dadixîne erdê. [5503 uzun_bira] – Piştî evçend wext, evçend hesretê... tu tişt divê bedena te veneşêre... tu tişt... nêzîkahî û dûrahiya bedena bêrîlêkirî... Ma tu dizanî ew çi agir e, ew çi pizot e ko bi bedena merivan dikeve?.. [5504 uzun_bira] Celadet Beg, cîhê xwe rast dike, xwe hinekî din nêzîkî Canana ko dirêj bûye, dike, li kêlekê rûdine û bi destê xwe yê rastê bedena wê mist dide, destê xwe, hêdî hêdî, li ser bedenê digerîne. [5505 uzun_bira] Û ew li çavên wê, li kûrahiya çavan dinihêre. [5506 uzun_bira] – Min tu ji çavên te nas kirî... Tevî ko konyak û şampanyayê ez sermest kiribûm û ewçend xelk li dora me bû, min tu nasî... Ji çavên te yên reşik... [5507 uzun_bira] Gava min çavên te yên ko mîna heyveronê dibiriqîn, dîtin, min tu nasî. [5508 uzun_bira] Te şekl û şemala xwe guhertiye, por guhertiye, lixwekirina xwe guhertiye, lê çavên te yên kildayî her mîna xwe ne, ew neguherîne... Lê piştî evçend salan, ma me dê weha hevûdu bidîta?.. Tu, jina dîplomatekî dewletekê ko li pey qesta min e. [5509 uzun_bira] Ez, neviyê Mîr Bedirxan, kurê Emîn Alî Bedirxan, prince Djeladet Aali Bedir-Khan, ko bûye derketî û li welatên xerîb li pey stariyeke biçûk û dozên mezin e! [5510 uzun_bira] Welê bû, doza ko ez pê rabûbûm, mezin bû, lê ez muhtacî stariyeke biçûk bûm. [5511 uzun_bira] Neçarî, feqîrî û bêgavî, dîsan, li dora min bûn. [5512 uzun_bira] Û Canan jî, mîna gula topa axirzemanê, bêxeber, bêhay, hatibû û di navenda mal, war û jîna min de teqiyabû! [5513 uzun_bira] Ez û Canan, li welatekî xerîb, li Sûriyê... Çîrok dirêj e, pir dirêj. [5514 uzun_bira] Rûpelên Bîra Qederê têra vê çîroka balkêş nakin. [5515 uzun_bira] (Rojek ji rojan, eger tu, dîsan, li wan rojan vegeriyayî, hingî tu dikarî romaneke xweser li ser vê çîroka me binivîsî.) Lê çîroka me di nav kor-dîplomatîka Sûriye û Lubnanê û kurdên Sûriyê de belav bûbû... Heke ez kitekitan li aliyekî bihêlim û wer-im ser esasê, kurtebiriya çîrokê weha bû; min ji hin heval û dostên xwe hin pere deyn kirin û piştî gelek zehmetiyan, Canan hilda û çûm Lubnanê, Bêrûdê. [5516 uzun_bira] Du xortên kurdên Lubnanê ko li Bêrûdê, li Uniwersîta Amerîkayê dixwendin û gelekî jîr bûn, ji bo me, min û Cananê, li taxa herî xweş a Bêrûdê, Sursokê ko li ser girê Eşrefiyê bû, di otêleke gelekî xweşik de, odeyeke xweş kirê kiribûn. [5517 uzun_bira] Sursok û Eşrefiye hem pir xweş hem jî pir sakîn bû. [5518 uzun_bira] Ehlê wan deran jî file û Marûnî bûn. [5519 uzun_bira] Wan em nedinasîn û haya wan ji me nîn bû. [5520 uzun_bira] Em li odê bûn, ji bo qesta felekê û fahmkirina dolab û çerxa ko felekê li dora me badabû, em li odê, li ser textê razanê, di nav nivînan de bûn. [5521 uzun_bira] Me pişta xwe dabû çiya û zinaran, berê xwe jî dabû av û deryan û me hevûdu û bedenên hevûdu, ji nû ve, dinasîn... [5522 uzun_bira] – Canan, tu bide qedrê Xwedê, çima hîç deng ji te derneket? [5523 uzun_bira] Ji Alemanyayê, min nameyên bêhejmar şandin, qesîd şandin... çima te bersiva min neda? [5524 uzun_bira] Çima tu winda bûyî? [5525 uzun_bira] Celadet Beg nefeseke kûr ji cixara xwe dikişîne, dîsan, li çavên Cananê dinihêre û jê dipirse, pirsan li pey hev dibêje. [5526 uzun_bira] – Ma qewlê me ne welê bû ko me dê xwe bigîhanda hev, -digel her tiştî, tevî her celeb musîbet û belayê? [5527 uzun_bira] – Mon cher, Canan balîfa Celadet Beg jî dixe bin serê xwe û dibêje, niha ez çi bibêjim jî vala ye... Qeder... [5528 uzun_bira] Cananê, delalê... çawan qeder? [5529 uzun_bira] Bi qasî ko ez te dinasim, ez dizanim ko tu ewçend bi qederê ne bawer î... Qedera çi, Canan? [5530 uzun_bira] Sevgili Ceco... her tişt bi leza birûskê hat. [5531 uzun_bira] Sala ko tu û Kamuran çûn û we terkî Stembolê kir, 1922 bû. [5532 uzun_bira] Piştî çûyina we, rejîma nû ya Mistefa Kemal Stembol jî bi dest xist. [5533 uzun_bira] Di 1923-an de jî fermana we a te, birayên te Sureya û Kamuran û bavê we rabû. [5534 uzun_bira] Deriyê vegerê li ser rûyê we hate girtin, riya vegera we hate birîn. [5535 uzun_bira] Ez zaroka sirgûnê me, tu dizanî, bav û diya min muhacîr in. [5536 uzun_bira] Çavê min ji sirgûnê, ji welatên dûr û xerîb, ji jiyaneke nenas ditirse. [5537 uzun_bira] Tu jî xwediyê dozên mezin û şoreşger bûyî. [5538 uzun_bira] Paşiya te birî, pêşiya te nediyar bû. [5539 uzun_bira] Ez boşnak, tu kurd, zimanê me tirkî, welatê me nediyar... Ez tirsiyam Ceco, ez tirsiyam... Min bi tîrên xedar ên tirsê evîna dilê xwe kuşt... kuşt... [5540 uzun_bira] Canan herdu destên xwe dibe rûyê xwe û digirî, bi deng, bi qîrîn, digirî... [5541 uzun_bira] Canan herdu destên xwe dibe rûyê xwe û digirî, bi deng, bi qîrîn, digirî... [5542 uzun_bira] – Megirî delalê, Celadet Beg, bi xwe jî kelgirî, dibêje. [5543 uzun_bira] – Sevgili Ceco, ma tu bawer î ko meriv dikare her roj bi taya evînê bikeve, her roj ji yekî nû hez bike? [5544 uzun_bira] Ez bi taya evîna te ketim, min ji te hez kir û hew... hew... Piştî te jî min jiyaneke hebû; ez jiyam, zewicîm, ketim nav refên şêniyan, bedena min nêzîkî li bedeneke din kir, destê yekî din li ser bedena min geriya, bîhn û hilma yekî din ji dora min fûriya... lê evîn li min heram bû, hezkirineke evînî ji min bi dûr bû, taya evînê, careke din, ruh û bedena min venegirt. [5545 uzun_bira] Ji ber ko tu hebûyî, di kûrahiya beden, can, ruh û dilê min de tahm, deng û pejnên te hebûn... Ceco... bi dû te re, min fahm kir ko evîn xewneke abadîn e, bihuşta ruh e. [5546 uzun_bira] Bi dû windabûna wan re, min ev yek fahm kirin... [5547 uzun_bira] – Çima, tu çima zewicî, Celadet Beg ji qahwa xwe qultek vedixwe û dibêje, çima?.. û çima bi yekî dîplomat re? [5548 uzun_bira] Canan bi destmalê hêstirên çavên xwe paqij dike, bi qasî bîskekê, bi nalîn, li wî dinihêre û paşê nêrîna xwe jê dizivirîne û li derya û pêlên spî yên deryayê dinihêre. [5549 uzun_bira] – Ma tu Tirkiyê, welatên şerqê nas nakî? [5550 uzun_bira] Ez ê çawan bi tena serê xwe bûma û rehet bijiyama? [5551 uzun_bira] Ma di civata mêran û simbêlboqan de, jin dikarin weha serbest û tenê bijîn? [5552 uzun_bira] Min teseliya xwe ji te birîbû, hew baweriya min bi pêşeroja me hebû. [5553 uzun_bira] Min kozeke agir berda dilê xwe û biryara zewacê da... Wehbî nasê bavê min bû, boşnak bû, têgihîştî, nerm, bêdeng û medenî bû... û wî evîn û hezkirineke xurt jî, ji min, nedipa. [5554 uzun_bira] Wî tiştekî ji jiyana min a bûrî, ji min, nedipirsî. [5555 uzun_bira] Loma ez pê re zewicîm. [5556 uzun_bira] Û min her tişt, ne bi tenê tu, her tiştê jiyana xwe ya berê terk kir. [5557 uzun_bira] Weha hîn çêtir bû, ji bo her kesî, her tiştî. [5558 uzun_bira] Eger tu, di wê şeva baloyê de derneketiyayî pêşiya min, ev jiyana nû dê, di keser û bêdengiya xwe de, dewam bikira. [5559 uzun_bira] Lê tu derketî û hatî!.. [5560 uzun_bira] Tu dibêjî ko Wehbî Bey merivekî nerm, bêdeng û medenî ye... Lê ew dixwazin min bikujin, bidin kuştin. [5561 uzun_bira] Wan lîsteyeke kesên muxalif hazir kirine da ko van kesan bidin kuştin. [5562 uzun_bira] Û di rêza yekemîn a lîstê de navê min heye... [5563 uzun_bira] Na, Canan li Celadet Beg dinihêre û dibêje, na, ez ne bawer im. [5564 uzun_bira] Ne Wehbî ne jî yên din tiştekî weha nakin. [5565 uzun_bira] Ne ji vê lîsta ko tu behs dikî, lê haya min ji lîsteyeke din heye; lîsta kesên muxalif ko diviya biketina ber efûya ko Mistefa Kemal û hevalên wî difikirîn. [5566 uzun_bira] Navê te tê de hebû, tunebû, ez nizanim. [5567 uzun_bira] Lê lîsteyeke wan a weha hebû. [5568 uzun_bira] Çîroka efûya wan jî, mîna çîrokên Lafontaine in; derew bû, jê tiştek derneket, Celadet Beg bi ken dibêje û rûyê xwe ber bi deryayê dizivîrîne û li dûr dinihêre. [5569 uzun_bira] Di rojeke xweş a bihara Lubnanê de, danê êvarê, Celadet Beg û Canan, bi dizîka, ji otelê derketine û hatine restoraneke navdar a Bêrûdê. [5570 uzun_bira] Restoran li ser girê Minete el Husin e. [5571 uzun_bira] Ji rojan pêncşemî ye. [5572 uzun_bira] Celadet Beg û Canan li bexçê hênik ê restoranê rûniştine. [5573 uzun_bira] Bexçe sakîn e, ji wan pê ve, çend kesên din, ji wan dûr, peregende, rûniştine. [5574 uzun_bira] Ji dûr ve dengê tîz ê keştiyan tê. [5575 uzun_bira] Derya şîn, pêlên spî yên derya, lengergeha boş a Bêrûdê û keştiyên têvel, ji dûr ve, dixuyin. [5576 uzun_bira] Celadet Beg û Canan ji bo şîva êvarê hatine. [5577 uzun_bira] Li milekî ew dipeyivin û li hev dinihêrin, li milekî jî ew li bergehên yekta yên bihara Bêrûdê dinihêrin; derya mîna xalîçeyeke yekrengî yê şîn li ber lingên wan raxistî ye. [5578 uzun_bira] Şînahiyeke pir xweş, pir boş hawirdor vegirtiye. [5579 uzun_bira] Dar, daristan û dehl, bi keskahiyeke boş, hildikişin serê zinar û çiyayên ko dor li pişta Bêrûdê girtine. [5580 uzun_bira] Esmana bê ewr, mîna perdeyekê li ser şinahiya deryayê, bi rengekî şîn ê vekirî, dibiriqe. [5581 uzun_bira] Lengergeh, navenda cîhana Lubnanê, mîna dayikeke dilsoz, keştiyên cihê û pirrengî hembêz dike, -yan jî wan bi rê dike. [5582 uzun_bira] Lengergeh; navenda çûyin û hatinê, oxir û xatirê, nêzîkî û dûrahiyê... [5583 uzun_bira] Celadet Beg û Canan, zarokên heyamên çûyin û hatinê, hem dipeyivin, hem jî li lengergehê dinihêrin. [5584 uzun_bira] Nêrîna me ne bêsebeb bû. [5585 uzun_bira] Cananê biçûya, wê dê, ji lengergehê, xatir ji min bixwesta û biçûya... [5586 uzun_bira] Rast e, ji rojan rojeke pêncşemiyê bû. [5587 uzun_bira] Ew jî ne bêsebeb bû. [5588 uzun_bira] Her roja pêncşemiyê, keştiyeke nazenîn, spî û dirêj, bi nazdarî, av diqelaşt, pêl didan ber xwe û dihat, li lengergehê, lenger davêt û disekinî. [5589 uzun_bira] Navê wê keştiyê Pierre Loti bû. [5590 uzun_bira] Belê, xwediyên keştiyê, bi bîrbirineke yekta, navê Pierre Loti, nivîskarê fransiz, dostê welatê Osmanî û yên rohilatê, xwediyê romana »Aziyade« ko min hê di zaroktiya xwe de xwendibû, li keştiyê kiribûn. [5591 uzun_bira] Keştiya Pierre Loti, her pêncşemî, ji Stembolê, ji bajarê min ê ko êdî li min qedexe bû, dihat. [5592 uzun_bira] Pierre Loti Stembol dianî, bîhna bîra bexçê mala me ya Kiziltoprakê dianî, tahma masiyên Bospor û Xalîçê dianî, kena Mezo û nêrîna kesertijî ya Dayê dianî. [5593 uzun_bira] Wê zaroktî û xortiya min, şev û rojên wan û siya jîna min dianî. [5594 uzun_bira] Her cara ko ez li Bêrûdê bûm, roja pêncşemiyê, ez dadiketim lengergehê da ko tiştên ko Pierre Loti anîbûn, werbigirim... û piştî çend saetan jî, dîsan, pê re, silavên xwe yên germtirîn ji Stembola xwe ya germ re bişînim... [5595 uzun_bira] Wê roja ko ez û Canan li bilindahiyên Minet ul Husn rûniştibûn û me li lengergehê dinihêrî, dîsan, çavê me li Pierre Loti bû. [5596 uzun_bira] Wê dê, îcar jî, piştî hefteyekê, Canan bibira. [5597 uzun_bira] Ez û wê, bi temamî, sîh û sê rojan, li oda xwe ya otêlê, bi hev re bûn. [5598 uzun_bira] Me xwe dabû alî. [5599 uzun_bira] Herkes li me digeriya tirk li wê, kurd li min, fransiz jî li me herduyan. [5600 uzun_bira] Kesên ko dizanîbûn, em li wê otêlê ne, bi tenê sisê bûn; ew herdu xortên kurd ên jîr û dostekî min ê ermen, Mr. [5601 uzun_bira] Papaziyan ko dostê min ê man û nemanê bû... Bêguman, wan ji kesekî re nedigotin. [5602 uzun_bira] Heta ji Rûşenê re jî. [5603 uzun_bira] Rûşen ê bi wî xortê hunermend ê ereb, Omer Malik re bizewiciya û ez ê jî di zewac û daweta wan de hazir bûma. [5604 uzun_bira] Min jê re soz dabû. [5605 uzun_bira] Lê ez winda bûbûm!.. Rûşena reben! [5606 uzun_bira] Ew ketibû pey min, Celadet Amca (yan jî Abî) yê xwe. [5607 uzun_bira] Wê cîh nehîştibû, li min pirsîbû. [5608 uzun_bira] Lê erd qelişîbû û ez ketibûm binî. [5609 uzun_bira] Loma jî, gava ew zewicî, ez ne li nik wê bûm... (Xwedê dizane, ka hingî min di oda me de çi dikir!...) Xortan xebera zewaca wê bi min gihandibûn. [5610 uzun_bira] Min, ji dil, serfiraziya wê dixwest. [5611 uzun_bira] Û min dizanîbû ko gava ez ne li Şamê bûm, ew diçû mala min a Şamê, mal dida hev, gul û kulîlkên dora bîra hewşê av didan, xwarina Şengê jê kêm nedikir û danê êvaran Ehmedê Ferman, dengbêjê min ê ko min bêrî lê kiribû, dibir, digerand. [5612 uzun_bira] Me, min û Cananê çi dikir? [5613 uzun_bira] Em li odê bûn... Bi tenê carina, ji bo xwarinê, em derdiketin der, yan jî, gava bihna Cananê teng dibû, em diçûn Meydana Şehîdan, taxa ko hemû sînema lê bûn, û me li fîlmên nûhatî temaşe dikirin. [5614 uzun_bira] Berî ko em ji otêlê derkevin, me li kovara »Réveil« dinihêrî, tê de fîlmeke nû hildibijart û paşê jî, bêyî ko kes me bibîne, em diçûn û diketin salona tarî ya sînemayê. [5615 uzun_bira] Piraniya caran, me fîlmên Marlene Ditrecht û Greta Garbo hildibijartin. [5616 uzun_bira] Ji ber ko Canan bi wan dima! [5617 uzun_bira] Fîlma »Love« gelekî tesîr li me kir. [5618 uzun_bira] Garbo tê de di rola Anna Karenina´yê de bû. [5619 uzun_bira] Garbo bûbû Canan, Canan bûbû Anna Karenina!.. Piştî fîlmê, bîskeke dirêj, Canan giriya. [5620 uzun_bira] Fîlmeke din ko tesîr li me kir, »Mata-Hari« bû. [5621 uzun_bira] Serpêhatiya Mata-Harî û bûyerên fîlmê ko di ode û korîdorên dîplomatan de derbas dibûn, dîsan, li jîn û qedera me dihat!.. [5622 uzun_bira] Ez çi bibêjim?.. Cananê biçûya, êw ê li keştiya Pierre Loti siwar bûba û terkî min, mêrê xwe Wehbî Bey, Şam, Bêrûd û welatê germ ê rohilatê bikira... [5623 uzun_bira] – Canan, ev defter tê bîra te, Celadet Beg dibêje û ji berîka çakêtê xwe deftera reş û biçûk derdixe. [5624 uzun_bira] Te ev dabû min, li Stembolê, li bajarê xortiya me... [5625 uzun_bira] – Celadet... Sevgili Ceco... Tu agir bi kezeba min dixînî... [5626 uzun_bira] – Ji roja ko te ev defter daye min, ew hertim li nik min e, ew şahîda jîn û hesreta min e. [5627 uzun_bira] Tê de gotinên min, gotinên qels ên serpêhatiyên min û gotinên yekta yên Ovidius hene. [5628 uzun_bira] »Para evîndaran bi tenê ev e; dilsojiyeke bêpayan û kêfxweşiyeke kin û kurt...« Ovidius veha dinivîse, Canan... [5629 uzun_bira] – Xwezî her tişt di destê meriv de bûya, xwezî meriv bi xwe bikaribûya qedera xwe binivîsiya!.. Lê nabe... em çi jî bikin, nabe... Loma jî weha hîn çêtir e. [5630 uzun_bira] – Ez ne bawer im ko weha hîn çêtir e... û ez dizanim tu dê paşê poşmam jî bibî... lê heke tu niha weha hîn çêtir dibînî, bila mîna te be. [5631 uzun_bira] – Nabe, Ceco, nabe, ez hew dikarim ji te re bibim yar, hew dikarim li van deran bimînim, hew dikarim ji bajarê xwe Stembolê derkevim... nabe... evîndarê ruhê min, nabe... [5632 uzun_bira] Celadet Beg bersivê nadiyê, bi tenê ew li dûr dinihêre û guhê xwe dide ser dengê keştiya ko hêdî hêdî ji lengergehê vediqete. [5633 uzun_bira] Celadet Beg bersivê nadiyê, bi tenê, ew ji pencerê li dûr dinihêre û guhê xwe dide ser dengê bilûra ko hêdî hêdî bîr û heşê wî ji Şamê vediqetîne û dibe welêt, welatê xeyalan... [5634 uzun_bira] Ev awaza strana Memê Alan baş e? [5635 uzun_bira] Ehmedê Fermanê Kîkî bilûra devê xwe, dîsan, dide alî û ji Celadet Beg dipirse, baş e? [5636 uzun_bira] Bi dilê te ye? [5637 uzun_bira] Pir baş e, pir bi dilê min e, Celadet Beg dibêje û dîsan vedigere ser deftera ko li ser çogên wî ye. [5638 uzun_bira] Şeva Şamê dest pê kiriye. [5639 uzun_bira] Roj û êvar qulipîne ser şevê. [5640 uzun_bira] Stêrkên qels şevê, çiraya reben oda kata jorîn a Celadet Beg ronî dikin. [5641 uzun_bira] Şam radizê, taxên kêf û henekê yên Şamê vala bûne, însan radizên, însaniyet radizê. [5642 uzun_bira] Di vê wext û dema razanê de, du însan, du kurdên derketî, mîrekî kurdan û dengbêjê wî, di hembêza şevê de, bi lorîna bayê bakur ê Zerya Spî, di bin ronahiyeke pir qels û neçar a çirayeke kevn de, li bilûra hezar salan a kurdan dixînin, li bilûra çiya û zozanên welêt guhdarî dikin û bilûra ko nîşana tarîxeke kevnare ye, dinivîsin. [5643 uzun_bira] Dengbej li bilûrê dixe; bilûra dirêj, zirav û narîn tê ziman, evîn û evîndariyê, hez û hezkirinê, veqetîn û hesretê, derd û keserê tîne zimên. [5644 uzun_bira] Pêçiyên dengbêj, bi hostehî û hunermendî, li ser qulikên bilûrê digerin; dijîtî û berberî, dexesî û hesûdî, dek û dolab, fîtne û fesadî di navbera qulikan de derin û tên. [5645 uzun_bira] Mirin di navbera pêçiyan de digere. [5646 uzun_bira] Mîrê derketî, gerîndendeyê kovara Hawar-ê, guhê wî li ser dengê nerm ê bilûrê, pênûs di destan de, li ser kaxizê spî dinivîse; Bilûra min a şîrîn / Tu di sariya sibehê / Û hingûra êvarê de / Hevalê bêhevalan, / Destbirayê şivan û dilketiyan î. [5647 uzun_bira] / Dengê te, / Hêstirên dilên xemgîran, / Silava ji hevveqetiyan. [5648 uzun_bira] / Girîn û zarîna dilketiyan / Tîne bîra min. [5649 uzun_bira] / Bilûra min tu yî, / Xemrevîna terkeserên dinyayê!..« [5650 uzun_bira] Dengbêj û bilûrvan devê bilûrê dibe aliyê rastê devê xwe, herdu lêvên xwe vedikişîne û bi nefeseke dirêj li bilûrê dixe; dengê bilûrê mîrê tenê û dengbêjê wî dibe kûrahiyên dewr û dewranan, nik beg û mîran, dawet û dîlanan, şer û pevçûnan, nêçîr û nêçîrvanan, egîd û şervanan... Dengê bilûrê wan davêje ser pişta mûyekî ji çîrokên »Hezar û Şevekê« û wan dibe welatê xewn û xeyalan, bav û kalan. [5651 uzun_bira] Mîr ji qedeha xwe ya araqa Lubnanê çend qult vedixwe, ji cixara xwe nefeseke kûr dikişîne, serê xwe ber bi jor dike, bi qasî kêliyekê, çavgirtî, difikire û dîsan vedigere ser kaxizê spî û dinivîse; »Dengê bilûra min, / Çiya û zozanên bilind, / Kaniyên bi gul û rihan dorgirtî, / Guhê şikeft û serê zinaran / Guhdarên te ne! [5652 uzun_bira] / Û sura bayê xerbî / Te di nav pelên darê de digerîne.« [5653 uzun_bira] Bilûrvan nefeseke kûr dikişîne û dîsan bilûrê dibe devê xwe û lêdixe; mîr û bilûrvan, tevî dengê bilûrê, li xweşiyên cîhanê, bedewiyên bihuştê û xezebên dûjehê dinihirên. [5654 uzun_bira] Deng, pêl bi pêl, bilind dibe. [5655 uzun_bira] Axîna evîna qurmiçî, mirazên şikestî, pêl bi pêl, dil û ruh vedigirin. [5656 uzun_bira] Porê dirêj, çavên reş ên kilkirî, awirê nerm, bêdengiya evîn û evîndarê, gav bi gav, bi dûr dikevin. [5657 uzun_bira] Agir bi dil dikeve, pêl bi pêl. [5658 uzun_bira] Çav tên girtin, xwîn, pihêt, di damaran de diherike. [5659 uzun_bira] Dengê bilûrê mîr û bilûrvanê wî hildigire û dibe, bi firê dixîne. [5660 uzun_bira] Mîr rûpeleke nû ya deftera li ser çogên xwe vedike û dinivîse; »Bilûra min, were em ê / Bi wî çiyayê bilind re / Bi hewa kevin / Û bibin cîranê bayên xurt / Û hevalê kimtên wan / Yên bi mij û dûman, / Û tê de dengê xwe berdin / Û zarîna dengê me / Bikeve nav kortal û geliyan / Û bêcaniya erdên jêrîn bihejîne; / Û pêlên ava heftreng / Ên xemzebaz / Nalîna me bigihîne / Deşta Sirûc û Diyarbekrê; / Û beriya mêrxasên Berazan; / Û kalîna berxan, / Tev şehîna hespan / Li me vegerînin.« [5661 uzun_bira] Bilûrvan dev ji bilûrê berdide, bi evîn û rêzdarî, mîna ko zarokekê deyne, bilûrê datîne kêleka xwe, ser textê razanê. [5662 uzun_bira] Bilûrvan westiyaye. [5663 uzun_bira] Ax, ew rojên hanê! [5664 uzun_bira] Ax, nivîskar! [5665 uzun_bira] Ax, nivîsandin!.. Ax nivîsandina bilûrê! [5666 uzun_bira] Ez niha çi bikim? [5667 uzun_bira] li ber bûyerên wan rojan bikevim? [5668 uzun_bira] Yan jî ez wan rêzên şihîra min »Bilûra Min« bi bîr bînim û kêfxweş bim? [5669 uzun_bira] Rêz xweş, lê bûyer, pêwendî û hîsên ko ew rêz diafirandin, nexweş bûn. [5670 uzun_bira] Mirin dîsan li dora min bû. [5671 uzun_bira] Bîhn û hilma mirinê ji nav rûpelên defterên min û rûpelên Hawar-ê bilind dibû; mamê min Xelîl Ramî li Lubnanê wefat kiribû, dostê min, hostayê rojnamevaniya min Mewlanzade Rifat Beg li Helebê miribû. [5672 uzun_bira] Dostê min ê ezîz, hezkarê welêt, Şêx Evdirehmanê Garisî, li ser nimêjê, bi destê nokerên dijmin, hatibû kuştin. [5673 uzun_bira] Mamê min Evdirehman, xwedî û gerînendeyê rojnama yekemîn a kurdan »Kurdistan«, li Stembolê, di nav bêdengiyeke dilsoj de, miribû. [5674 uzun_bira] Hin dost û nasên min ên din li Stembol, Paris, Bêrûd, Serê Kahniyê, Iraq û Îranê miribûn. [5675 uzun_bira] Evîna min, »donna mia« min miribû. [5676 uzun_bira] Xewnên min ên rojên bê ko bi neqşên evîna evîndara min ve hatibûn neqişandin, miribûn. [5677 uzun_bira] Deftera ko evîndara min dabû min û min kurte-notên xwe tê de dinivîsîn, winda bûbû û miribû. [5678 uzun_bira] Ez bûbûm pasevanê mirinê, dilê min bûbû geliyê mirinê. [5679 uzun_bira] Û karê min jî, jixwe, diyar bû; bi gotinên kevn û mirî yên kurdî mijûlbûn! [5680 uzun_bira] Gava şev dihat û perda xwe ya reş davête ser wextên razan û mirinê, min jî, di bin perdê de, miriyên xwe ji bîran derdianîn û dianîn heş û bîran... bi peyv, gotin û qiseyên mirî... [5681 uzun_bira] Peyv, gotin û qiseyên mirî... [5682 uzun_bira] Ez nizanim çima, lê te heta niha tu carê qala hal û hewalê gotinên kurdî nekir. [5683 uzun_bira] Te qala karê min ê wan gotinan jî nekir. [5684 uzun_bira] Lê belê, derketin û weşandina kovara Hawar-ê bi xwe, ji bo wan gotinan bû. [5685 uzun_bira] Her çawan zêrîngerekî, bi kitekit, li karê xwe hûr dibe, ez jî, welê, bûbûm zêrîngerê gotinên windabûyî, jibîrbûyî û mirî yên kurdî. [5686 uzun_bira] Ez, zarokê muhaciriyê, lawê muhaciran, stemboliyekî kozmopolît ko ji welatê kurdan û kahniya zimanê kurdî bi dûr, di nav ziman û çandên cuda de, mezin û perwerde bûbûm, li Şamê, bajarê şevên dirêj, ketibûm pey gotinên kurdî yên bav û kalan... [5687 uzun_bira] Niha nayê bîra min ka kî bû, lê di wan rojên min ên Alemanyayê de, min ji feylesofekî xwendibû, feylesof weha digot; em hatin dinê û jiyan da ko van gotinên ko li ber xeterê ne, ji bo we, xelas bikin. [5688 uzun_bira] Ev gotin bûbûn qedera min û heval û alîgirên min ên Hawar-ê. [5689 uzun_bira] Ez, kurdê welatê xerîbiyê ko min nikarîbû bi kurdî nameyekê binivîsanda, li Şamê, bajarê şevên bêxew, bûbûm pasevanê gotinên kurdî ko li ber xetera mirinê bûn. [5690 uzun_bira] Ew diviya nemirana. [5691 uzun_bira] Gotinên kurdî, zimanê kurdî, diviya winda nebûna. [5692 uzun_bira] Pir tişt û heyinên kurdan winda bûbûn û miribûn, bi qewlê Nietzsche, kurd bûbûn jihevketî û derketî. [5693 uzun_bira] Kurdan bi zimanê xwe nexwendibûn, nenivîsîbûn û perwerde nebûbûn. [5694 uzun_bira] Ji bilî klasîkên kurdî û hin eserên din, zimanê kurdî neketibû defteran... Û li Tirkiyê, rejîma nû zimanê kurdî, yekcar, qedexe kiribû... Lê ziman, zimanê kevnare yê rohilatê, diviya nemira. [5695 uzun_bira] Loma jî, hê di rûpelên pêşîn ên kovarê de min weha nivisî; yekbûna kurdan bi yekîtiya zimanê kurdî çêdibe. [5696 uzun_bira] Yekîtiya ziman jî bi yekîtiya herfan dest pê dike. [5697 uzun_bira] Û min di dûmahîkê de jî weha dewam kir û nivîsî; miletên bindest heyîna xwe ji serdestên xwe bi du tiştan, bi qeweta du çekan diparêzin. [5698 uzun_bira] Ol yek. [5699 uzun_bira] Ziman dudo. [5700 uzun_bira] Lê heke ola miletê serdest û bindest yek bibe, hingî çek bi tenê ye û bend tenê ziman e... Loma jî ez di wan şevan de ketibûm pey gotinên kurdî; armanc, bendewar, erdnîgarî, bingeh, ciyok, dehker, dîrok, Jînenîgarî, pronivîs, ferhengok, zimanazîn... û bi sedan, hezaran gotinên din ko yan winda bûbûn û miribûn, yan jî di kûrahiyên stran, çîrok û destanên Ehmedê Fermanê Kîkî de veşartîbûn... Loma jî ez ketibûm pey alfabeyeke têkûz, gramereke têkûz û zimanekî têkûz. [5701 uzun_bira] Loma jî ez bûbûm pasevanê şevê, mirinê û gotina kurdî ya li ber xetera mirinê û min li stran û bilûra dengbêjê xwe guhdarî dikir. [5702 uzun_bira] Dengbêj, dîsan, bilûrê dixe destê xwe, wê dibe ber lêvên xwe û dibe bilûrvan; dengê zîz, nerm û xweş ê bilûrê wextan dixe nava hev, dewr û dewran dikevin zikê hev. [5703 uzun_bira] Wext, dewr, tarîx, bûyer, însan û însaniyet li ser baskên stêrkên hezar salan ên şevên Şamê derin û tên. [5704 uzun_bira] Mîr du rêzên rûpela nû ya deftera li ser çogên xwe xêz dike, li derve, li stêran dinihêre û dinivîse; »Bilûra min, binêre û bibihîse! [5705 uzun_bira] / Roj çû ava, / Stêra êvarê bû geş / Kolosên çiyan ên gewr / Û hewraniyên wan ên sor û zêrîn / Bûne cûn; / Û pêlên ava şevê ên reş / Ketine deşt û newalan, / Heta rûyê gir û kepezan. [5706 uzun_bira] / Di qeraca de / Kevir piyê şevgera dixapînin, / û bêdengiya şevê de / Pêjna lingên mêrxasan tên. [5707 uzun_bira] Bilûrvan simbêlê xwe yê spî ba dide, zimanê xwe li ser lêvên xwe dibe û tîne, bi xwezî gewriya xwe şil dike, çavên xwe digire, qirika xwe xwar dike û vedikişîne û bi nefeseke têr, bi aheng, li bilûrê dixe; geh deng bilind dibe, geh nizm. [5708 uzun_bira] Dengên cihê yên bilûrê, perde bi perde, xwe digihîne ruhê mîr. [5709 uzun_bira] Mîr, çav li ser rêzên nivisî, bi tenê li bilûrê guhdarî dike. [5710 uzun_bira] Bi tenê dengê bilûrê xwe digihîne wî. [5711 uzun_bira] Mîr qedeha nîvçe ya araqê vedixwe, rîh û simbêlê xwe paqij dike û dinivîse; »Bilûra min, dengê xwe berde!! [5712 uzun_bira] / Dinya, mîna zarokekî berşîr / Ket dergûşa xwe; / Dengê xwe berde bilûra min / Û jê re bilorîne, xema wê birevîne!! [5713 uzun_bira] / Bilûra min tu yî!.. [5714 uzun_bira] Stêr qelstir dibin, rojeke nû li ber zayinê ye. [5715 uzun_bira] Hê ezanê dest pê nekiriye, hê li wan nebûye sibe, lê ji derve deng tên. [5716 uzun_bira] Di ser dengan re, dengê bilûrê, dîsan, bilind dibe; dengê kesên ko terkî welatê xwe kirine, terkî evîn û evîndarên xwe kirine, di heyamên tarî re derbas bûne, bê cîh û şûn, war û welat mane, xwe spartine şevan, belê dengê wan û siya dengê wan, bi alîkariya Mîr, vediguhezin ser kaxizên spî. [5717 uzun_bira] Dengê bilûrê li ser kaxizên Mîr difire; »Xemrevîna terkeserên dinyayê; / Û li rohelatî dema ko dinya hişyar dibe / Ji me re / Strana azadî û serbestiya Kurdistanê binehwirîne / Û dengê wê stranê, bila / Mîna tîrêjên rojê yên pak û zêrîn / Bikeve nav dil û guhên me / Bilûra min / Tu yî xemrevîna dilketiyên welêt... [5718 uzun_bira] Mîrê min, Mîr Bedirxan, tu yî xemrevîna dilketiyên welêt, Haco Axa dibêje û bi rêz û rêzdarî kevirê turba Mîr Bedirxan radimûse. [5719 uzun_bira] Yên din, Celadet Beg, kekê wî Sureya Beg, Memduh Selîm Beg, Mistefa û Bozan Begên Şahîn, Osman Sebrî, Qedrî Can, Husên Axayê Îbiş, Mihemed Zilfo Axa, Mele Ehmedê Şûzî, Husnî Berazî û hin kesên din, yek bi yek, tên û turbe tewaf dikin. [5720 uzun_bira] Rûşen Xanim û diya wê jî tevî wan in. [5721 uzun_bira] Rûşen Xanimê keça xwe ya berşîr daye diya xwe û li pey mêran, bi tûlekî reş pêçayî, tê û li ser turbê radiweste. [5722 uzun_bira] Danê sibeyekê yê bihara 1934-an, neviyên Mîr Bedirxan û hezkarên wî hatine serdana wî. [5723 uzun_bira] Mîr Bedir Xan di goristana kurdên Şamê, Ruknedîn de veşartî ye. [5724 uzun_bira] Bermaliya wî Rûşen jî, li kêleka wî, li dereke, veşartiye. [5725 uzun_bira] Mîna her ciyên din, li Şamê jî kurdan xwe spartine çiyan, hilkişiyane sîngên çiyan, pişta xwe dane çiyan û wan li quntarên çiyan, ji Salihiyê, navenda bajêr, hinekî bi dûr, taxek ava kirine. [5726 uzun_bira] Tax ber bi gopikên çiyê bilind dibe, xanî li ser hev in. [5727 uzun_bira] Xanî bêdûzan in, mîna koxikan, bi lez ava bûne. [5728 uzun_bira] Ew ji xaniyan bêtir dişibin konan, konên koçeran ko dê di demeke kin de, dîsan, ber bi deverên din, koç bikin. [5729 uzun_bira] Lê tax gor û goristanekê heye. [5730 uzun_bira] Tax li miriyên xwe xwedî derdikeve, wan li nik xwe vedişêre. [5731 uzun_bira] Hemû mezinên kurdan li goristanê, peregende, bêdûzan, veşartî ne. [5732 uzun_bira] Ji şêxê terîqeta Neqşîbendî û şaîrê navdar Mewlana Xalid heta Mîr Bedirxan, hemû di quntarên çiyayên kurmancan de, di xewa ebedî de ne. [5733 uzun_bira] – Mîrê me, pîrê me, Memduh Selîm Beg dibêje û li kêleka gorê, li ser totikan, rûdine. [5734 uzun_bira] Binihêre, em, neviyên te, hemû hatin. [5735 uzun_bira] Berî niha bi şêşt û şeş salan, te ji vê dinya kambax xatir xwest. [5736 uzun_bira] Lê ji wê rojê û vir ve, giyanê te yê pak hertim li ba kurdan e, bi wan re ye, ji wan re rêberî dike. [5737 uzun_bira] Hemû kurd, her kurdekî, dixwaze mîna te be, li ser riya te be. [5738 uzun_bira] Zane û têgihîştî, mîr û serekeşîr, axa û beg, mele û şêx, gundî û zehmetkêş, têkoşer û şervan, jin û pîr, herkes dixwaze li ser şopa giyanê pak ê mîrê xwe be. [5739 uzun_bira] Tu rehet bijî. [5740 uzun_bira] Ji Rûşen Xanim û diya wê pê ve, yên din jî li kêleka gora Mîr Bedirxan rûdinin. [5741 uzun_bira] Celadet Begê ko li nik kevirê gorê rûniştiye, bêdeng, bi destê xwe yê rastê, giya û nefelên ko li ser gorê hişîn hatine, jêdike. [5742 uzun_bira] Kekê wî Sureya ko êdî por û simbêlê badayî spî kirine û westiyayî dixuyê, li hember wî rûniştiye û bi destê xwe axa gorê rast dike. [5743 uzun_bira] – Mîrê min ê ezîz, Haco Axa dibêje, bav û kalên min, eşîra Hevêrkan, ehlê Cizîra Botan, bi te re bûn, di xizmeta te de bûn... Bav û kalên min digotine min; tu bi quwet bûyî, xurt bûyî, hêza te qewîn, qilafetê te di şûnê de bû. [5744 uzun_bira] Rîha te dirêj û şehkirî bû. [5745 uzun_bira] Tu merivekî sade bûyî, te her gotiye, »Bila ehlê min ziktêr, gundiyên min xwediyê bixêriyên vêxistî bin. [5746 uzun_bira] Bila şorba nîskan li ser êgir, nan li ser tenûrê, mîh û beran, berx û kahr li ber derî bin. [5747 uzun_bira] Bila teyr û tûrên me azah bifirin, şêr û pilingên me serbest bipekin... daxwaza me ji Xwedayê Alemîn bi tenê ev e...« Bav û bapîrên min digotin, te ji bilûrê hez dikir, kitabxana te hebû, Birca Belek, qesra te ya navdar, ji alîm û zaneyan re vekirî bû.. Cihû û file, keldanî û êzîdî jî ehlê te bûn. [5748 uzun_bira] Li ber çemê Dijlê, li qiraxên ava zelal, hertim dawet û dîlan bû. [5749 uzun_bira] Agirê newrozê ji serê çiyayê Herekolê kêm nedibû. [5750 uzun_bira] Tu bi şeref û heysiyet bûyî, te ji xwe, ji jin û zarokên xwe, ji ehl û şêniyên xwe, ji war û axa xwe hez kiribû. [5751 uzun_bira] Te ji Rebê Alemîn û qasîtê wî hez kiribû, tu bendewarê wan bûyî. [5752 uzun_bira] Tu ji gotina xwe re xurt, ji destê xwe re sivik û şûrê xwe re giran bûyî. [5753 uzun_bira] Haya te ji dinê û bayê felekê nîn bûye, lê tu mîrê kurdan ê nemir bûyî, mîrê min... [5754 uzun_bira] Haco Axa, hinekî, radiweste, li dora xwe dinihêre, ji berîka çakêtê xwe qutiya cixarê derdixe, cixareyeke pêçayî dibe devê xwe û bi hestê vêdixe. [5755 uzun_bira] Û ew dîsan, çavên wî li ser Celadet Beg, xeberdana xwe, bi hêdîka, didomîne, -mîna ko ew li ber xwe bipeyive, [5756 uzun_bira] – Mîrê min ê cîhbihuşt, em bi çîrok û efsaneyên te mezin bûn, me zariyên xwe bi çîrok û efsanên te mezin kirin. [5757 uzun_bira] Hê jî gundiyên botî li ser te rîwayetan derdixin. [5758 uzun_bira] Ew dibêjin, tu û Xocê Xizir hevalên hev in, hûn bi hev re li hespên kihêl siwar dibin û derdikevin seyrana welatê kurdan. [5759 uzun_bira] Hûn li ser çem û behran derin, hûn dibin hevalên teyrên eylo û sêmîr. [5760 uzun_bira] Tu li ser hespê xwe yê spî, bi kirasê xwe yê spî, mîna melayke û fêriştan dixuyî. [5761 uzun_bira] Tu hê jî têyî xewna me. [5762 uzun_bira] Ji bilî me, neviyên te Sureya û Celadet jî li vir in. [5763 uzun_bira] Gerek e ko tu bizanibî, em li ser riya xewna te ne... [5764 uzun_bira] Em li wir, li ser gorê,welê dipeyivîn... Gotinên me xweş û bêşik di cîh de bûn. [5765 uzun_bira] Lê te dê halê gora Mîr Bedirxan jî bidîta! [5766 uzun_bira] Kevirên gorê xwar bûbûn û yek jî şikestî bû. [5767 uzun_bira] Axa gorê jê çûbû û hema çi bigire gor bi erdê ve bûbû yek. [5768 uzun_bira] Hezar şahîd jê re diviya ko meriv bikaribûya di nav wê goristana biçûk de gora Mîr Bedirxan bidîta... Rêberê kurdî û kurdaniyê bi erdê ve bûbû yek... û kurdekî, ji bo Xwedê kurdekî, aqil nekiribû û gor çênekiribû... [5769 uzun_bira] Ez çi bibêjim?.. [5770 uzun_bira] Heçî ez bûm, min dikir, nedikir, nikarîbû ew perên pêwist bidana hev, da ko gor bida çêkirin. [5771 uzun_bira] Min nedixwest, ji bo vê yekê, ji kesekî jî deyn bikira. [5772 uzun_bira] Dawiyê min gor da çêkirin; axa pîroz ji Cizîra Botan da anîn, kevirên nehît dan şehkirin, mermerên fireştî dan anîn, hosteyên yekta peyda kirin û li dora gorê xaniyekî biçûk ava kir. [5773 uzun_bira] Gor bû ziyaret, bû meclîs... û roja ko lêkirina gorê temam bû, min jî wesiyeta xwe kir; eger rojekê ez bimiriyama û îmkan nîn bûya ko kurdan ez li Cizîra Botan, nik Birca Belek veşartima, hingî nas û xizmên min diviya ez li ber lingên bapîrê min, Mîr Bedirxan, veşartima. [5774 uzun_bira] Mixabin, me gora dapîra min Rûşen Xanima ku, li Stembolê, gava ez hatibûm dinê, bi destên xwe ez şuştibûm, nikarîbû peyda bikira. [5775 uzun_bira] Kî dizane, heye ko rûpelên Bîra Qederê heta wan rojan jî herin? [5776 uzun_bira] Em vegerin ser wê roja serdana Mîr Bedirxan. [5777 uzun_bira] Kekê min Sureya ji Misirê hatibû. [5778 uzun_bira] Ew demeke dirêj, bi qasî çend salan, li Amerîkayê jî mabû, çûbû û hatibû. [5779 uzun_bira] Wî, li wir, kitabek li ser kurdan, bi ingiîizî, weşandibû. [5780 uzun_bira] Wî bêrî li me kiribû û hatibû. [5781 uzun_bira] Memduh Selîm Beg ji Antaqyayê hatibû. [5782 uzun_bira] Haco Axa ji welêt hatibû. [5783 uzun_bira] Yên din jî her yek ji derekî hatibûn; em bûbûn peregende û roj bi roj, ji hevûdu, bêtir, bi dûr diketin. [5784 uzun_bira] Gerçî, bi qewlê kalemêran, cer di riya avê de dişkiya, lê bi min welê dihat ko em, hêdî hêdî, winda dibûn. [5785 uzun_bira] Gotinên wê rojê, bêguman, xweş bûn û me pê hewcedarî jî hebûn. [5786 uzun_bira] Lê belê, qal û behsa xewnên Mîr Bedirxan, bi tenê hêvî bû. [5787 uzun_bira] Mîr Bedirxan, di gora xwe ya basîd de, bûbû nemir û hêvî. [5788 uzun_bira] Ew bûbû bedewî û spehîtiya hêviyan. [5789 uzun_bira] Lê belê ew bi tenê hêvî bû. [5790 uzun_bira] Hêviyên pêşerojê. [5791 uzun_bira] Helbet her mirovî, her kesî, her gelî hêviyên rojên bê divên. [5792 uzun_bira] Lê hêviya min bi xwe, roj bi roj, ji hêviyên rojên bê nedima. [5793 uzun_bira] Kurdan, hal û rewşa wan cîh li hêviyan teng dikirin, ew difetisandin. [5794 uzun_bira] Kurdan hevûdu dixwarin, di nav behra dijîtî, berberî, hesûdî û dexesiyê de, nefes li hev û hêviyan diçikandin. [5795 uzun_bira] Çi mixabin ko hêviyên rojên bê jî bi vê edeta hevûduxwarinê û zihniyeta hesûdiya bêmane girêdayî bûn. [5796 uzun_bira] Loma jî xewn û hêvî, bi tenê, mîna xewn û hêvî diman... [5797 uzun_bira] Wekî din?.. Wekî din hîç tiştekî nîn bû. [5798 uzun_bira] Min dinivîsî, kovara xwe derdixist, rojê sê-çar qedeh konyak û du şûşe araq vedixwarin, bi qasî sîh îskanan qahwe vedixwar û du pakêt cixare dikişandin. [5799 uzun_bira] Tiştekî din nîn bû... Lê tiştekî ko di wan rojan de ez kêfxweş kirim, zaroka Rûşenê bû. [5800 uzun_bira] Belê, Rûşenê zarokeke mîna topa nûrê anîbû dinê. [5801 uzun_bira] Keçikek, keçikeke şêrîn. [5802 uzun_bira] Navê keçikê Huseyma bû. [5803 uzun_bira] Wê rojê, Huseyma jî bi me re bû, wê jî, cara yekemîn, bapîr û dapîra xwe ziyaret kiribû. [5804 uzun_bira] Kesên ko hatine gorê ziyaret bikin, radibin, ji Mîr Bedirxan xatir dixwazin û ji goristanê derdikevin. [5805 uzun_bira] Rê teng û kort in. [5806 uzun_bira] Ew, kom bi kom, bi dîqet, ji riyên fetloke, ji çiyê dadikevin. [5807 uzun_bira] Celadet Beg, Haco Axa, Rûşen Xanim û diya wê li pey hemûyan in. [5808 uzun_bira] Haco Axa dikeve milê Celadet Beg da ko bikaribe bimeşe. [5809 uzun_bira] – Mîrê min, Haco Axa dibêje, weha nabe, em ê, paşê jî, biştexilin, lê weha nabe... [5810 uzun_bira] – Çi weha nabe, Mamo? [5811 uzun_bira] Celadet Beg, bi ken jê dipirse. [5812 uzun_bira] – Mîrê min, te dît, kurd dibêjin; mêr bê xweyî dibin, jar dibin; jin bê xweyî dibin, har dibin. [5813 uzun_bira] Tu pirî jar bûyî. [5814 uzun_bira] Weha nabe... Tu dê heta kengî bê xweyî bijî? [5815 uzun_bira] Heta kengî tu dê bi Ehmedê Ferman û Şengê re bijî? [5816 uzun_bira] Weha nabe! [5817 uzun_bira] em ê te bizewicînin! [5818 uzun_bira] – Dîsan çîroka zewacê! [5819 uzun_bira] Celadet Beg, bi ken dibêje. [5820 uzun_bira] Naxwe min, gelek caran, gotibû, ez naxwazim bizewicim. [5821 uzun_bira] Şaîrê Sûriyê Ebu-l Alâ gotiye; ez îro bûme qurbanê wan kesên ko ez anîme dinê, lê kesekî din ê nebe qurbanê min.« [5822 uzun_bira] – Ezbenî, tu Xwedê, dev ji van gotinan berde, dev ji felsefê berde. [5823 uzun_bira] Çîroka sefîre xanimê jî êdî xelas... Salê te li ser çilan e, tu mîrekî kurdan î, tu ne li Ewrûpayê, lê li Şamê dijî. [5824 uzun_bira] Rûşen Xanim ko li kêleka wan dimeşe, piştgirtiya Haco Axa dike. [5825 uzun_bira] – Mam Haco rast dibêje, ji er [5826 uzun_bira] dê heta ezmanan. [5827 uzun_bira] Celadet Abî, em divê te bizewicînin. [5828 uzun_bira] Li der û dorên me keçên zaf rind hene. [5829 uzun_bira] Ez ê, bi xwe, ji bo te, lê bigerim. [5830 uzun_bira] Hevalên min hene, nas û xizmên me hene. [5831 uzun_bira] Ez ê yeka rind, xwende, biesil û biterbiye bineqînim. [5832 uzun_bira] Eger ew ne bi dilê te be, em ê li yeka din bigerin. [5833 uzun_bira] Lê tu divê bizewicî. [5834 uzun_bira] – Tu divê bizewicî... Berî ko Rûşen Xanim bikeve erebê, ew gotina xwe ya dawîn jî dibêje. [5835 uzun_bira] Piştî Rûşen Xanimê, Celadet Beg jî dikeve erebê. [5836 uzun_bira] Bi dû Celadet Beg re, dostê wî Husniyê Berazî jî dere û li aliyê pêş, nik şofor rûdine. [5837 uzun_bira] Ereba nû bi rê dikeve. [5838 uzun_bira] Dinya sar e, çilê 1935an dest pê kiriye. [5839 uzun_bira] Tiştekî ko zû bi zû li deverên Beyrûd û Şamê naqewime, îcar, îsal, qewimiye; berf bariye. [5840 uzun_bira] Berfeke boş hemû doralî vegirtiye. [5841 uzun_bira] Dinya spî dike û berf jî, hûr bi hûr, dibare. [5842 uzun_bira] Bayê danê sibê kuliyên berfê dide ber xwe û wan li hawê diziîvirîne. [5843 uzun_bira] Kulî tên û li pencerên erebê dikevin û dihelin. [5844 uzun_bira] Celadet Beg ji hundir li kuliyên der ko bi lez dixuyin û winda dibin, dinihêre. [5845 uzun_bira] Rûşen Xanim jî li wî. [5846 uzun_bira] – Celadet Abî, em çi bikin? [5847 uzun_bira] Tu bi vê qayil nabî, bi wê qayil nabî... de [5848 uzun_bira] bibêje em çi bikin? [5849 uzun_bira] Ka te kes nedît... [5850 uzun_bira] Tu bi kesî qayil nabî. [5851 uzun_bira] Celadet Beg bersiv nadiyê, bi tenê dikene û kuliyên berfê nîşanî wê dide. [5852 uzun_bira] – Li min bibore, lê jîna merivan ne mîna ya kuliyan e. [5853 uzun_bira] Ji merivan re mal, mulk, pêwendî, zar û zêç divên, Rûşen Xanim dibêje. [5854 uzun_bira] Erebe hêdî hêdî dikeve ser riya Bêrûdê û dere. [5855 uzun_bira] Em li ser riya Bêrûdê bûn. [5856 uzun_bira] Min û Husnî Beg Rûşen dibir nexweşxana Amerîkayê ya Bêrûdê. [5857 uzun_bira] Çavên wê nexweş bûn. [5858 uzun_bira] Deminine kurt ew li wir mabû û niha jî her çar mehan carekê diçû kontrolê. [5859 uzun_bira] Îcar em jî pê re çûn. [5860 uzun_bira] (Diya wê hingî ne li Şamê bû, ew çûbû Baxdayê.) Jixwe ez mîna bavê wê bûm! [5861 uzun_bira] Jixwe gelek kesî welê bawer dikir ko ez bavê wê bûm! [5862 uzun_bira] Ma enî û bîvilên me jî ne wekî hev bûn?.. [5863 uzun_bira] Min biryara xwe dabû; ez ê li Şamê bimama û bizewiciyama. [5864 uzun_bira] Lê Rûşenê hê nizanîbû ka bi kê re. [5865 uzun_bira] Tevî ko kincên germ ên zivistanê li wan in, ew dihejin. [5866 uzun_bira] Sar e, seqem e. [5867 uzun_bira] Dengê ba ji der ve tê. [5868 uzun_bira] Rê vekirî ye, lê ji bilî riyê, her der bi perda spî ya berfê hatiye vegirtin. [5869 uzun_bira] Rûşen Xanim, hinekî din, mantoyê xwe diguvişîne ser hev. [5870 uzun_bira] – Rûşen, kizim... Celadet Beg, ji nişka ve dibê. [5871 uzun_bira] Min qerara xwe da, ez ê bizewicim... [5872 uzun_bira] Celadet Abi! [5873 uzun_bira] Rûşen bi kêf dibêje, pir baş, pir baş... [5874 uzun_bira] Kizim, ma tu dê nepirsî ka bi kê re? [5875 uzun_bira] Bi kê re? [5876 uzun_bira] – Gava em, li Stembolê, zaro bûn, tu dizanî, me amojnek hebû; Amojna Stî. [5877 uzun_bira] Amojna Stî her weha digot; şûr Şam, xencer mam û jin dotmam... [5878 uzun_bira] Celadet Abî, pir baş, pir baş... Bi kê re, tu dê bi kê re bizewicî? [5879 uzun_bira] Bi te re! [5880 uzun_bira] Bi k ê...... bi min re? [5881 uzun_bira] Bi min re? [5882 uzun_bira] – Belê bi te re... Lê ji bo gerandina karên zewacê, min kaxiza te ya huwiyetê divê. [5883 uzun_bira] – Bi min re? [5884 uzun_bira] Te gote, bi min re?.. [5885 uzun_bira] – Heye ko çend fotograf jî pêwist bin. [5886 uzun_bira] Ji kerema xwe, çend fotografan jî hazir bike... [5887 uzun_bira] – Bi min re? [5888 uzun_bira] Bi cariyet-ul mitbax re? [5889 uzun_bira] Bi min re? [5890 uzun_bira] FOTOGRAF 13: »Romana min divê bi kurdî be, mîna -hezar û şevekê- vebêje, mîna misk û emberê, bîndar be û mîna pelên gulekê, rengîn be bibişkuve...« [5891 uzun_bira] Ew, qehremanê romana Bîra Qederê, li ber masê rûniştiye û destê xwe dirêjî kamerayê dike. [5892 uzun_bira] Rûyê wî tirş, awirê wî sar e. [5893 uzun_bira] Wî devê xwe vekiriye, tiştekî dibêje. [5894 uzun_bira] Çi? [5895 uzun_bira] Kî dizane? [5896 uzun_bira] Heye ko ew dibêje; bes e, bes e êdî, ev fotografên ko dibin şahîdên jîna min, ê heta kengî li pey min bin û mîna siya min her bi min re bin? [5897 uzun_bira] Heye ko ew dibêje; bes e, bes e bikişînin, ez westiyame, min taqet nîn e, dev ji min berdin, bihêlin, ez hinekî bîhna xwe berdim, hinekî bi tenê bimînim. [5898 uzun_bira] Heye ko ew weha dibêje; bes e, ji bo Yezdanê Pak, bes e, ma ev kamera, fotograf û fotografkêşî ji bo min û umrê min ê peregende îcad bûye? [5899 uzun_bira] Ma her gava ko ez davêjim ê bibe fotografek? [5900 uzun_bira] Ma we dil heye ko hûn bi fotografan jîna min, ji nû ve, vejînin? [5901 uzun_bira] Ma hûn çima ji min napirsin ka ez dixwazim? [5902 uzun_bira] Wî destê xwe ber bi kamerayê û kesê ko fotograf dikişîne, kiriye û diqîre. [5903 uzun_bira] Ji fotografê dixuye ko ew naxwaze ev fotograf bête kişandin. [5904 uzun_bira] Lê fotografkêş pê li qumçika kamerayê kiriye, di nav kêliyekê de, hunera nemiriyê bi cîh hatiye, fotograf hatiye kişandin. [5905 uzun_bira] Êdî Celadet Beg çi jî bike vala ye. [5906 uzun_bira] Ew li ber masê rûniştiye. [5907 uzun_bira] Xwendevanên Bîra Qederê masê dinasin; maseyeke biçûk, hinekî dirêj, basîd. [5908 uzun_bira] Li serê kaxiz, defter, kitab û kovar tijî. [5909 uzun_bira] Mîna her carê deftereke mezin û dirêj vekirî ye, pênûseke reş û dirêj li ser rûpelên vekirî ye. [5910 uzun_bira] Çend hejmarên Hawar-ê li kêleka defterê ne. [5911 uzun_bira] Mase mîna xwe ye. [5912 uzun_bira] Lê hin tiştên nû li ser masê ne; şûşêyeke dirêj a konyaka yewnanî Metaxa-yê, qedeheke nîvtijî, xwelîdankeke tijî, pakêteke cixarê ya Lucky Strike, qutiyeke kibrîdê û demançeyek. [5913 uzun_bira] Belê, demançeyek jî, demançeyeke reş û dirêj. [5914 uzun_bira] Heye ko ji ber vê bergehê, ew eciz e û naxwaze fotografkêş pê li qumçikê bike. [5915 uzun_bira] Kî dizane? [5916 uzun_bira] Rû, por, cil û bergên wî jî tevîhev in. [5917 uzun_bira] Porê wî yê ko hertim ber bi paş şehkirî ye, niha, di vê fotografa 13-an a romana Bîra Qederê de tevîhev e. [5918 uzun_bira] Rîha wî hatiye û zêde bûye, simbêl dirêjtir e. [5919 uzun_bira] Çavên wî di kortê de ne, qermîçokên eniya fireh û yên binçavan, niha, kûrtir û pirtir in. [5920 uzun_bira] Herçî cil û berg in, bi tenê kirasekî dirêj ê spî dixuyê. [5921 uzun_bira] Bi tenê ew lê ye. [5922 uzun_bira] Bi tenê di vê fotografê de, meriv Celadet Beg bê gomleg, bê qirawat dibîne. [5923 uzun_bira] Qumçikên pêşî yên kiras, heta ber zikê wî, vekirîne. [5924 uzun_bira] Pirçên sîngê dixuyin. [5925 uzun_bira] Heye ko ji ber kiras e ko ew destê xwe dirêjî kamerayê dike û dixwaze rê li kişandina vê fotografê bigire. [5926 uzun_bira] Kî dizane? [5927 uzun_bira] Her çi be jî, Celadet Beg ji vê fotografê eciz e. [5928 uzun_bira] Bêyî ko haya wî jê hebe, fotograkêş vê fotografê dikişîne û wê kurtedemê jî dike nemir. [5929 uzun_bira] Vê wênê ew bêhazirî »pêgirtiye.« Wêne hin aliyên wî yên şexsî ko zêde naxuyin yan jî nayên zanîn, nîşan dide. [5930 uzun_bira] Demançe li ser kovaran e, »Hawar« û demançe bi hev re ne. [5931 uzun_bira] Şûşa dirêj vala ye, konyak hatiye vexwarin. [5932 uzun_bira] Cixara Lucky Strike ji yên basîd û erzan e. [5933 uzun_bira] Xwelîdanka tijî dema bihurî û cixarên bêhejmar yên kişandî nîşan dide. [5934 uzun_bira] Mirin, fikr, nivîsîn, afirîn, xewn, xeyal, bîhntengî, esebiyet, tenêtî, sebir, daxwaz, hêvî û bîranîn li ser masa Celadet Alî Bedirxan in. [5935 uzun_bira] Heye ko gava ev fotograf tê kişandin, Celadet Beg li van tiştên ko jiyana wî rapêçane, difikire û loma naxwaze ko kes wî eciz bike. [5936 uzun_bira] Ew dixwaze bi tenê bimîne, di nav fikr û gumanan de, bi serê xwe be. [5937 uzun_bira] Heye ko ew tiştên li ser masa wî huzûr û aramiyê didinê, di wan de ew abadînî û ebediyetê dibîne? [5938 uzun_bira] Heye ko tenêtî û têkberên tenêtiyê, pênûs, defter, konyak, cixare û bêdengiya şevê, xewn û xeyalên wî tînin pê û jiyaneke din a taybetî ya wî, bi tenê ya wî, ava dikin? [5939 uzun_bira] Heye ko ew pênûs, ew defter, şûşe, îskan û xwelîdank bi hezaran, sedhezaran pêlên ko di hundir û ruhê wî de radibin, hêdî hêdî, aş dikin? [5940 uzun_bira] Heye ko ew derman in? [5941 uzun_bira] Heye ko bi alîkariya wan, ew mîna teyrekî dikeve nav ewr û esmanên dewr û dewranan, wextan li hev tîne, ji hev dike, wan dineqişîne û ji wan, mîna wêneyên vê romanê, wêneyên taybetî derdixe? [5942 uzun_bira] Heye ko ew hewl dide, li welatekî xerîb, di nav tenêtiyeke sade de, bibe hostayê xewn û xeyalan?.. [5943 uzun_bira] Kî dizane? [5944 uzun_bira] – Kê dizanîbû ko dotmama wî, bi gotina dotmamê, »cariyet-ul mitbaxa« wî, dê bibûya bermaliya wî? [5945 uzun_bira] – Min dizanîbû, Haco Axa dikene û dibêje. [5946 uzun_bira] Na, ne ko min dizanîbû, lê min texmîn dikir. [5947 uzun_bira] Te mal û hal diviya. [5948 uzun_bira] Ji Rûşen Xanimê pê ve, kî dikare mala te ava, halê te geş bike? [5949 uzun_bira] Hemû bi hev re dikenin. [5950 uzun_bira] Celadet Beg û Rûşen Xanimê Haco Axa û Husnî Begê Berazî, herdu kesên ko alîkarî li zewaca wan kirin, ezimandine mala xwe ya nû. [5951 uzun_bira] Ehmedê Fermanê Kîkî, dengbêjê malê û kovarê jî, di salona mezin a mala nû de, li nik wan rûniştiye. [5952 uzun_bira] Pencerên mezin ên salonê ko vedibin hewşa fireh a malê, heta dawî, vekirîne. [5953 uzun_bira] Tevî ko êdî êvarê dest pê kiriye û bayekî sivik xwe, bi hêdîka, dilivîne, dinya germ e, pir germ. [5954 uzun_bira] Destpêka tebaxa 1935-an e. [5955 uzun_bira] Şam germ e, dûmana tîna tavê ji Şamê û deştên doraliyên Şamê radibe. [5956 uzun_bira] Hema çi bigire hemû golên biçûk zuwa bûne, kahnî û bîr miçiqîne. [5957 uzun_bira] Havîneke germ a nedîtî nefesê li Şamê û merivên bajêr diçikîne. [5958 uzun_bira] Lê li salonê germahiyeke din heye. [5959 uzun_bira] Kesên ko li salonê, li ser kursiyên ko ji destên hosteyên yekta yên necarên Şamê derketine, rûniştine, bi ken, bi hev re dipeyivin. [5960 uzun_bira] Li erdê tu tişt ne raxistî ye. [5961 uzun_bira] Rûşen Xanimê hemû xalîçe û mehfûr rakirine û wê salon şuştiye da ko hinekî hênik be. [5962 uzun_bira] – Mîrê min, Memduh Begê gote me ko te şiîrek nivîsiye û pêşkeşî min kiriye, Haco Axa qahwa xwe vedixwe û dibêje. [5963 uzun_bira] Gelo rast e? [5964 uzun_bira] – Naxwe Memduh Beg xeber bi we gihand? [5965 uzun_bira] Celadet Beg dibêje û dikene. [5966 uzun_bira] Min dixwest ko ez wê, bêyî ko haya we jê hebe, di vê hejmara nû ya Hawar-ê de biweşînim, bi qewlê fransizan surprisekê bikim. [5967 uzun_bira] – Ma tu nikarî wê nîşanî me bidî? [5968 uzun_bira] – Çima na, lê heke dotmam rê bide, Celadet Beg dibêje û bi ken li Rûşen Xanima ko li ser kursiya kêleka Haco Axa rûniştiye, dinihêre. [5969 uzun_bira] Hûn ji min çêtir dizanin, bermaliya malê, xwediya malê ye. [5970 uzun_bira] Herçend ew dibêje ko ew »cariye-ul mitbax« e, lê ew kebaniya malê ye. [5971 uzun_bira] Rûşen Xanim dikene û radibe ser piyan, [5972 uzun_bira] – Berî ko Celadet Abî tiştekî din bibêje, ez herim, ew dibêje. [5973 uzun_bira] Jixwe cîhê min mitbax e. [5974 uzun_bira] Berî ko ew ji salonê derkeve, Celadet Beg, bi ken, gotina xwe digihîne wê, [5975 uzun_bira] – Naxwe, te fahm kir ka ez ê çi bibêjim? [5976 uzun_bira] Ma ne rast e? [5977 uzun_bira] Mêr xulamê mala xwe, mêrxas xulamê ala xwe ye... Ma ne welê ye? [5978 uzun_bira] Ew dikenin. [5979 uzun_bira] Celadet Beg radibe û dere ji ser refekî ji refên salonê yên kitaban defterekê werdigire û vedigere cîhê xwe. [5980 uzun_bira] Ew rûpelên defterê vedike û di rûpelekê de radiweste û serê xwe jê radike, li Haco Axa dinihêre, [5981 uzun_bira] – Rast e, min ev şiîr pêşkeşî we kiriye. [5982 uzun_bira] Navê şihîrê »Were Dotmam« e. [5983 uzun_bira] Berî ko em bizewicin, min ew, mîna nesîrê, nivîsîbû, lê min qalê nedikir. [5984 uzun_bira] Niha êdî wexta wê û çapê hatiye. [5985 uzun_bira] – Mîrê min, ma tu nikarî wê ji me re bixwînî? [5986 uzun_bira] – Heke hûn ê eciz nebin? [5987 uzun_bira] Celadet Beg dibêje û bêyî ko li bersiva wan bipê, dest bi xwendinê dike; Dotmam welê ye, heta mirov xwe nas dikit, mirov umrê xwe xelas dikit... Ez pîr bûme. [5988 uzun_bira] Di derxika canê min de çil buhar bişkivîne. [5989 uzun_bira] Qurma bedena min çil zivistan dîtine. [5990 uzun_bira] Bi sedan ba û bahozan ew hejandine, bê hejmar berf û baran tê re çûne... Herwekî dibêjin; ciwanî bizaniya, pîrî bikariya. [5991 uzun_bira] Lê pesn ji Xwedê re ko hêj ewçend ne pîr im ko nikarim... Wekê ez jî ciwan bûm, simbêl hêj nû avêtî bûn ser lêvên min, dilê min bi hevîniya delalan hildavêt, hon ne yek, ne dudo, ne deh, ne bîst bûn. [5992 uzun_bira] Kej û gewr, esmer û genimî, bejnbilind û navîn, kinên we jî hebûn... Hon hemî ji min, ji me re bûn, me kîjan bixwesta, ne ew ê, ne mamên me, nedigotin no. [5993 uzun_bira] Lê min, me hemiyan nizanîbûn. [5994 uzun_bira] Çavên me bi we, bi bedewiya can û giyanê we nediket... Bîhna we ya xweş, rengê we yê geş û birewş tu dibêjî qey ne ji me re bûn. [5995 uzun_bira] Em pê nedihesiyan. [5996 uzun_bira] Me ew nedidîtin... Rojekê, me hew dît, gulistan bê gul, daristan bê bilbil maye... Em di hembêza jinên biyanî, hon di bin çengê mêrên nenas de... [5997 uzun_bira] Celadet Beg li wir radiweste, serê xwe ji defterê radike, bi qasî kêliyekê, bêdeng dimîne, paşê ji pencerê li der, hewşê dinihêre û dibêje, [5998 uzun_bira] – Ez serê we neêşînim, şiîr weha dom dike... [5999 uzun_bira] Hê wî gotina xwe xelas nekiriye, Rûşen Xanim dikeve hundir û bang wan dike da ko ew herin aliyê mitbaxê, ji bo şîva êvarê. [6000 uzun_bira] Gelo di saloxdana wî danê êvarê de, tu, niha, hinekî, ne şaş bî?.. Ez bawer im, welê nebû. [6001 uzun_bira] Rast e, min serê xwe ji xwendinê rakir û got, »ez serê we neêşînim...« Lê Rûşen hema hingî nehate hundir. [6002 uzun_bira] Heke ez ne şaş bim, piştî gotina min, Haco Axa ko gelekî ji xwendina şihîrê memnûn mabû, weha got, [6003 uzun_bira] –- Serî êşandina çi, Mîrê min, bilakîs, dewam bike, em ê kêfxweş bin... Ez bawer im, Husnî Beg jî ew testîq kir. [6004 uzun_bira] Min jî dîsan dest pê kir û şiîr xwend. [6005 uzun_bira] Ne bi tenê carekê. [6006 uzun_bira] Piştî ko xwendina yekan xelas bû, Haco Axa xwest ko ez wê dîsan bixwînim. [6007 uzun_bira] Min ew dîsan, xwend. [6008 uzun_bira] Û jixwe, piştî demeke kurt, ew di hejmara 26-an a kovarê de weşiya. [6009 uzun_bira] Ez û Rûşenê zewicîbûn. [6010 uzun_bira] Me tu dawet û dîlan nekiribû. [6011 uzun_bira] Ne me quweta diravî hebû ne jî daxwazeke welê. [6012 uzun_bira] Heçî ez bûm, mîna ko min di şiîrê de gotibû, min çil zivistan dîtibûn, çil bihar di canê min de bişkivîbûn. [6013 uzun_bira] Heta çil û yek!.. Min tu dawet nediviya! [6014 uzun_bira] Lê wê şiîrê îlan kir ko em zewicîbûn. [6015 uzun_bira] Loma ew girîng bû. [6016 uzun_bira] Heye ko hemû şihîr li romanê nayê û tu jî, ji ber wê yekê, naxwazî wê, bi temamî, vebiguhezî ser rûpelên Bîra Qederê. [6017 uzun_bira] Lê ez tiştekî bibêjim; ew şiîr neynika qedera min bû, yek ji neynikên qedera min bû. [6018 uzun_bira] Di dawiya şiîrê de jî, min weha digot; No! [6019 uzun_bira] no! [6020 uzun_bira] dotmam, heyraniya pismam, êdî bes e, hew bibe jina xelkê... vegere, were himbêza pismamê xwe, paxila kurmamê xwe... »Vegere« ev ne gotineke rast e. [6021 uzun_bira] Em nikarin ji te re bibêjin »vegere«. [6022 uzun_bira] Ji ber ko tu neçûyî, me tu rêkirî. [6023 uzun_bira] Me bi destê xwe tu hinartî mala xelkê. [6024 uzun_bira] Himbêza xwe veke, ez ji te re têm. [6025 uzun_bira] Min hembêz bike. [6026 uzun_bira] Min wek mêr, pismam û her tiştê xwe maço bike... Dotmam min ji te re got, ez pîr bûme. [6027 uzun_bira] Lê pîriyê ez hişyar kirim... Buhar ciwanî ye, zivistan pîrî. [6028 uzun_bira] Zivistan piştî buharê têt. [6029 uzun_bira] Di zivistanê de buharên veşartî hene... Herê dotmam were, xwe berde hembêza pismamê xwe. [6030 uzun_bira] Ez ê ji te re, ji zivistana xwe ya sar, buhareke germ çêkim... [6031 uzun_bira] Herê, şiîrê weha dom dikir... Min hinekî dirêj kir, lê vê şiîrê her tişt digot, êdî ne hewceyî gotinên zêde bûn. [6032 uzun_bira] Di dawiyê de, piştî ko umrê min ji çilan jî qulipîbû, ez gihîştibûm yek ji dotmamên min ên bêhejmar. [6033 uzun_bira] Heye ko xwendevanên Bîra Qederê niha merak bikin û bipirsin ka zewaca me çawan bû? [6034 uzun_bira] Û ew bibêjin, »ma Rûşen Xanim ne zewicî bû, ne xwedî zarok bû?..« Belê welê bû. [6035 uzun_bira] Lê zewaca wan bi ser neketibû. [6036 uzun_bira] Piştî ko Huseyma hatibû dinê, wan hew dikarîbû zewac bimeşanda. [6037 uzun_bira] Omer Malik xortekî hêja û ziravbihîstiyar bû, lê ne li gora Rûşenê bû. [6038 uzun_bira] Çend mehan bi dû Huseymayê re, wî xwest dev ji Sûriyê berde û here Parîsê bixwîne. [6039 uzun_bira] Min bi xwe alîkariya wî kir. [6040 uzun_bira] Çaxa ew bi rê ket jî, min nameyek ji bo Kamuran nivisî û dayê da ko Kamuran li Parîsê alîkarî lê bikira. [6041 uzun_bira] Kamuran ko li Parîsê bû, alîkarî lê kir û ew li yek ji xwendegehên hunermendî yên herî baş ên Parîsê, »l-ecole de Boux Arts« da xwendin. [6042 uzun_bira] Bi çûyina Omer re, Rûşen, tevî keça xwe Huseymayê, bi tenê ma. [6043 uzun_bira] Hingî diya Rûşenê jî çûbû Baxdayê, nik mêrê xwe yê nû!.. Jineke ciwan, tevî zarokekê, li Şamê... ne xweş bû. [6044 uzun_bira] Hingî min jî dest pê kiribû û êdî bîr bi qîmet û hêjahiya dotmamam dibir; 99 zarokên bapîrê min Mîr Bedirxan hebûn. [6045 uzun_bira] Belê, te çewt nebihîst, 99. [6046 uzun_bira] Gelek ji wan keç. [6047 uzun_bira] Bi sedan zarokên van 99 bira û xwehan çêbûn. [6048 uzun_bira] Piraniya wan keç. [6049 uzun_bira] Hejmara kesên mala Mîr Bedirxan gihîşte hezaran. [6050 uzun_bira] Piraniya wan keç. [6051 uzun_bira] Lê tevî vê, mal û malbata Mîr Bedirxan winda dibû. [6052 uzun_bira] Ji ber ko em diçûn bi keçên nenasan re dizewicîn. [6053 uzun_bira] Kesên nenas jî dihatin bi keçên me re dizewicîn. [6054 uzun_bira] Loma min »Were Dotmam« , bi terhekî ko gelekî bi yê Baudelaire dima û bi devoka Botî, nivisî û tê de qala 99-an, keç û dotmaman, Saadet Abla û Rûşenê kir. [6055 uzun_bira] Hemû dotmam çûbûn, jîna geş a Stembolê çûbû, yar û evîndar çûbûn... Lê li Şamê dotmameke têgihîştî, dilsoz û fedekar hebû, mabû. [6056 uzun_bira] Ma min nikarîbû di zivistana umrê xwe de hêlîneke germ a buharê pêşkeşî wê bikira, pê re hêlîneke weha ava bikira? [6057 uzun_bira] Rûşen Xanimê xwarinên taybetî yên erebî çêkirine. [6058 uzun_bira] Gava Celadet Beg, Ehmedê Fermanê Kîkî û mêvan tên mitbaxê, her tiştê xwarina êvarê, li ser masê, hazir e. [6059 uzun_bira] Taxima teyfikên zêrhêlî ko Rûşen Xanimê bi mieşa xwe ya yekemîn a mamostayî kirîne, bi ûsil, li ser masê, li gora pênc kesan, rêzkirî ne. [6060 uzun_bira] Rûşen Xanim cîh nîşanî wan dide. [6061 uzun_bira] Celadet Beg û Haco Axa li kêleka hev, Husnî Beg û Ehmedê Fermanê Kîkî jî li hember wan rûdinin. [6062 uzun_bira] –Bira Mîrê min, halê cerîdê çi ye? [6063 uzun_bira] Haco Axa, gava ko ew rûdine, ji Celadet Beg dipirse. [6064 uzun_bira] – Halê cerîdê ne tu hal e, Celadet Beg dibêje, hal, halê gor û goristanan e. [6065 uzun_bira] Heke weha here, cerîde dê bimire. [6066 uzun_bira] Naxwe, min gotibû, heke weha here, cerîde dê bimire. [6067 uzun_bira] Cerîde mîna şitilan e, ji şitilê re av divê, ax û tav divê, hunera destên hoste divê. [6068 uzun_bira] Cerîde jî welê ye; jê re nivîsevan û xwendevan divê, mewzû û babet divê, belavkirin û firotin divê, bazar divê... De ka ji min, rebenê Xwedê re bibêjin, ev hemû pêdivî li ko ne? [6069 uzun_bira] Gotina te ye, mîrê min, lê heyf bû, alîkarî û xizmetên Hawar-ê bêhejmar bûn, bi gotina we, ew kursiya milet bû. [6070 uzun_bira] Ma heyf û hew! [6071 uzun_bira] De werin ji min bipirsin... Mîna ko min zarokeke xwe, bi destê xwe xistibe gorê... Hawar-ê ewçend tesîr li min kir. [6072 uzun_bira] Lê min hew dikarîbû bidomanda, hew dibû... [6073 uzun_bira] Celadet Beg, Memduh Selîm Beg, Haco Axa, Mistefa û Bozan Begên Şahîn û hin kesên din li Helebê, li salona fireh û kevnare ya Hotel Baronê rûniştine. [6074 uzun_bira] Mistefa û Şahîn Began ew ezimandine gund. [6075 uzun_bira] Piştî bîskekê, ew ê bi hev re herin gundekî ji gundên Çiyayê Kurmênc ko gelekî nêzîkê Helebê ye. [6076 uzun_bira] Çiyayê Kurmênc ko ereb jê re dibêjin »Cebel el Ekrad« devereke kurdî ye. [6077 uzun_bira] Zana û rêberên kurdan ê, ji bo çend rojan, bibin mêvanê malên mezin ên Çiyayê Kurmênc, mala Dîko, mala Reş Axa û mala Seîdê Mamo. [6078 uzun_bira] Gava derd û keser, yan jî kosp û girêkên rojane bîhna Celadet Beg teng dike, mîna îro, ew xwe davêje derveyî Şamê, ber bi gund û çiyan. [6079 uzun_bira] Heval û dostên ko ew dibîne û dixwaze bibîne, gelekî kêm in. [6080 uzun_bira] Tevî ko ew, bi temamî, li Şamê bi cîh bûye, zewiciye û bûye xwedî mal jî, ew hê jî xwe xerîb û derketî dihesibîne. [6081 uzun_bira] Loma jî hevalên wî, kesên mîna wî derketî û kesên ko ji deverên wî yên kevn hatî ne. [6082 uzun_bira] – Lê belê, tiştê ko herî zêde ez diêşandim, kurt û pistên kurdan bû, Celadet Beg cixara xwe vêdixe û dibêje. [6083 uzun_bira] Hemî zehmetî û dijwarî li milekî, lê berberî, hesûdî, nezanî û paşgotiniyên kurdan li milekî. [6084 uzun_bira] Zehmetî û dijwarî li ser seran û çavan bû, lê hê jî ez tênagihêm çima kurd ewçend li hember hevûdu kurt û pist dikin? [6085 uzun_bira] Mîna ko min tiştekî xirab dikir yan jî tiştekî xirab bi wan dikir... Xebata min, keda min, xwîdana min, şevên min ên bêxew ji bo wan bû, ji bo alîkariya wan bû... [6086 uzun_bira] – Mîrê min, guhê xwe mediyê, Mistefa Beg dibêje. [6087 uzun_bira] Benîştê mêrê pîs, çîroka mêrê qenc e. [6088 uzun_bira] Tu bi karekî pîroz rabûyî, eger îro eva hanê fahm nebe, ew ê sibê fahm be. [6089 uzun_bira] – Herê welê ye, ez jî pê bawer im. [6090 uzun_bira] Jixwe loma min karî karê xwe bidomanda. [6091 uzun_bira] Lê çima ev bedbînî, zikreşî û dilxirabiya kurdan a li hember hev? [6092 uzun_bira] Çima? [6093 uzun_bira] Haco Axa ko hinekî ji Celadet Beg dûr rûniştiye, ji cîhê xwe radibe û tê, li kêleka Celadet Beg, li ser kursiyeke fireh a çermîn, rûdine. [6094 uzun_bira] Ew destê xwe dide ser çoga Celadet Beg û bi ken jê re dibêje, [6095 uzun_bira] – Mîrê min, naxwe, min berê jî gotibû, tu kurdan nas nakî. [6096 uzun_bira] Hin gotinên kurmancan hene ko welê vala û bêsebeb nehatine holê. [6097 uzun_bira] Ew gotin jîna kurmancî ne. [6098 uzun_bira] Mesela kurmancan bi xwe gotine, giyayê hewşê ji xwediyê malê re tahl e. [6099 uzun_bira] Aha ev gotina hanê hemî derd û kulên kurmancan ên sedan salan şanî dide. [6100 uzun_bira] Heke tu yekî xerîb bûyayî û te ev kar ji bo kurmancan bikira, hingî te dê bidîta wan ê çi qîmet bidana karê te. [6101 uzun_bira] Lê hezar heyf ko tu kurmanc î! [6102 uzun_bira] Ma çima kurmanc tu carê bi ser nakevin? [6103 uzun_bira] Tu alîm î, gerek e, tu pê bizanî. [6104 uzun_bira] Heke ez li gora tecrubên xwe bibêjim, sebeb ew e ko kurd dijminê hev in, giyayê hewşê ji wan re tahl e... Sala 1925an, gava, rehma Xwedê lê be, Şêx Seîdê gorbihîşt li dijî Jon Tirkên nû ko hatibûn ser hukim serî rakir, em hemû li dijî wî bûn. [6105 uzun_bira] Dewsa ko em jî pê re rabûna, me û gelek eşîrên din ên kurmancan alîkariya tirkan kirin. [6106 uzun_bira] Tevî ko serhildan fireh û bi quwet bû, ew şikiya. [6107 uzun_bira] Ji ber ko giyayê hewşê ji me re tahl bû û me xwe dabû aliyê tirkan! [6108 uzun_bira] Paşê, piştî ko şêx Seîd Efendî û hevalên wî li Diyarbekirê, di berbangeke hênik de, li pey hev, hatin xeniqandin, heşê me hate serê me, lê çi feyde! [6109 uzun_bira] Aha çîroka me kurmancan ev e. [6110 uzun_bira] Çîroka kurmancan dirêj bû û min jî hê nû, deriyên girtî yên vê çîroka dilsoj vedikirin. [6111 uzun_bira] Derî girtî bûn, derî li kurdan hatibûn girtin. [6112 uzun_bira] Ronahî diviya, lê ronahî li pey deriyan bû. [6113 uzun_bira] Mîna ko Goethe, berî mirina xwe, gotibû; mehr licht! [6114 uzun_bira] Hinekî din ronahî... Lê li ku, ji ku, çawan? [6115 uzun_bira] Li cîhanê, her miletekî, wext û heyamên cihê hene. [6116 uzun_bira] Her wext û heyam xwediyê rengekî taybetî û cihê ye. [6117 uzun_bira] Lê belê, ji bo kurdan ev ne welê ye. [6118 uzun_bira] Wan her, bi tenê, wextek û heyamek heye; nezanî û berberî. [6119 uzun_bira] Wext û heyama nezanî û berberiyê, bi rengê xwe yê reş, bûye qedera kurdan. [6120 uzun_bira] Û vê qederê jî kurd xistine bin qeyd û zincîran, kirine bindest û xizan, jihevketî û derketî. [6121 uzun_bira] Kurd bi derd û keser bûn, Lê wan bi kirinên xwe, bi rengê reş ê nezanî û berberiyên xwe, derd û keserên xwe zêde dikirin. [6122 uzun_bira] Min jî, bi derd û keser, di rûpelên HAWAR-ê de behsa derd û keseran dikir û her digot; ronahî. [6123 uzun_bira] Yanê mehr licht... Ma tu dizanî ko behsa derd û keseran kirin û gotina wan, derd û kesereke çawan kambax e? [6124 uzun_bira] Lê rûpelên Hawar-ê têr nedikirin. [6125 uzun_bira] Ma Hawar li hember vê dîrok, wext û heyama reş, qedera xirab, ji bêyî dilopeke hûnik a bîreke miçiqî, çi bû? [6126 uzun_bira] Hîç... Lê min ew dilop jî, bi hezar û yek zehmetî derdixist; dirav nîn bû, nivîskar nîn bû, xwendevan nîn bû, kiriyar nîn bû, dibistan nîn bû, xwendegeh û kitabxane nîn bû, meraq û heza xwendin û nivîsînê nîn bû. [6127 uzun_bira] Heke ez niha bi tenê behsa tiştên tunebûyî bikim, ew ê ne rast be, hin tişt jî hebûn; sansora fransizan, kurt û pistên kurmancan, dijwariyên belavkirinê, (carina hin kurd ji Iraq û Tirkiyê dihatin, me jî kovar didan wan da ko bi dizî, bibin wan deran), daxwazên bêhejmar ên kurmancan... Herê, Hawar di bîreke miçiqî de dilopeke ava hênik bû. [6128 uzun_bira] Lê min û hevalên min, Rûşen jî tê de, hew dikarîbû. [6129 uzun_bira] Hejmara dawîn a 26-an ko tê de şiîra min »Were Dotmam« jî weşiya, tu yeqîn bike, bi zêrên Dotmamê, derket. [6130 uzun_bira] Wê rojê, li Hotel Baronê, min şerm kir ko ez qalê bikim, lê heke Rûşenê, bi fedakariyeke mezin, zêrên xwe nefirotina û heqê çapê neda, hejmara dawîn ê derneketa. [6131 uzun_bira] Hatina me nîn bû, em ne dewlemend bûn. [6132 uzun_bira] Carina min diçû û di dadgehan de awukatî dikir. [6133 uzun_bira] Carina jî tercumevaniya fransizî. [6134 uzun_bira] Rûşenê jî mamostahiya erebî dikir. [6135 uzun_bira] Hatina me bi zehmetî têra malê dikir. [6136 uzun_bira] Zêdeyê wê nîn bû. [6137 uzun_bira] Nav mezin bû, lê tiştekî li ber destan nîn bû. [6138 uzun_bira] Ji ber vê yekê, min têkberên malê û zêrên Rûşenê difirotin da ko kovar derbiketa. [6139 uzun_bira] Axir... Roja ko kovar derket û min ew anî malê, ez mîna zarokan, dîsan, şên û kêfxweş bûm; zarokeke nû jî hatibû dinê. [6140 uzun_bira] Min ew nîşanî Rûşenê da. [6141 uzun_bira] Rûşenê lê nihêrt û ez pîroz kirim. [6142 uzun_bira] Lê wê weha jî got; Celadet Abî, heta kengî? [6143 uzun_bira] Heta kengî tu dê bikaribî li ber xwe bidî?.. [6144 uzun_bira] Me, bi şîn û keser cîhek, di dilê xwe de, veda û Hawar xiste gorê. [6145 uzun_bira] Çîroka Hawar-ê ko sê sal, sê meh û sê rojan domandibû, mixabin, mîna gelek çîrokên din ên qedera kurdî bi dawî hatibû... Aha, çîroka Hawar-ê jî weha bû ko gelekî li çîroka Haco Axa dihat. [6146 uzun_bira] – Mîrê min, kî çi dibêje, bila bibêje, te bi ya xwe kir û mucela xwe derxist, Memduh Beg ko taximekî kincên nû, tevî kirasekî spî û qirawetekî hewrêşîmî, li xwe kiriye, destê xwe dibe ser simbêlê xwe û dibêje. [6147 uzun_bira] Ma te nedixwest ko xewna xwe biqulipînî ser rastiyê? [6148 uzun_bira] Ma te her nedigot ko xewnên me rastiya jîna me ye? [6149 uzun_bira] Heta te bi xwe li dereke weha nenivîsîbû; bi tenê xewn dikare zora wextê bibe, gava şevên me, xewn û xeyalên şevên me xelas bin, êdî hûn bizanibin ko em jî xelas in? [6150 uzun_bira] Hingê, hê xeberdana Memduh Beg neqediyaye, Bozan Begê ko ji bo kêliyekê ji hotêlê derketibû, dikeve salonê û tê nik wan. [6151 uzun_bira] Li pey wî jî du kesên din ên bi şal û şepik hene. [6152 uzun_bira] – Em divê rabin, Bozan Beg, bêyî ko rûne, li pê, dibêje. [6153 uzun_bira] Rêberên me jî hatine. [6154 uzun_bira] Cîp li ber deriyê hotêlê hazir in. [6155 uzun_bira] Berî ko êvar dakeve, divê em herin. [6156 uzun_bira] Li gora ko rêber dibêjin, xezal û bet jî li doraliyên Kurdaxiyê hatine dîtin. [6157 uzun_bira] Eger wergî be, em ê herin seyd û nêçîra wan jî. [6158 uzun_bira] Niha jî dora seyd û nêçîra hevok û cimla kurdî ye. [6159 uzun_bira] Hevok û cimla kurdî ko Celadet Beg jê re navekî nû dîtiye; komek... Wext, wexta lihevanîn û rêzkirina komekan e. [6160 uzun_bira] Êdî wext hatiye ko Celadet Beg komekên kurdî yên qedexekirî bîne zimên û wan bide axaftin, ruh û jiyaneke nû bide wan. [6161 uzun_bira] Hawar hew derdikeve, ew di kûrahiya dilê Celadet Beg de û li ser refên mala wî radizê. [6162 uzun_bira] Heye ko ew, careke din, ji xewê hişyar be. [6163 uzun_bira] Celadet Beg li hêviya wê rojê ye. [6164 uzun_bira] Lê niha ew di xeweke şêrîn de ye. [6165 uzun_bira] Tevî vê yekê, Celadet Beg dixebite, dinivîse, lêdigere. [6166 uzun_bira] Bi alîkariya kovarê, ew gihîşte hedefên ko wî dabûn ber xwe. [6167 uzun_bira] Wî kovareke xwerû bi zimanê kurdî derxist, tê de alfabeya xwe ya nû ya latînî ceriband û hêdî hêdî ew kir bingeha nivîsîna kurdî, qayideyên nivisîna kurdî anîn pê, folklor û zargotina kurdî berhev kir û berhemên edebiyata devkî di kovarê de weşandin, hîn şaîr û nivîskarên nû yên zimanê kurdî derxistin, bendên celebên cihê nivîsîn, şiîrên xwe weşandin, ayet û hedîsên ola îslamê, bi wergera birayê xwe Kamuran, di rûpelên kovarê de weşandin... Û wî hîn gelek tiştên din ên nivîsîna kurdî serast kirin. [6168 uzun_bira] Niha jî wext hatiye ko ew komekên kurdî, bi neqş û rengên cihê, bi hev ve girêde, wan bihûnîne. [6169 uzun_bira] Yanê ew dixwaze romaneke binivîse û romana kurdî ava bike. [6170 uzun_bira] Wext li vê xwestekê tê. [6171 uzun_bira] Tevî ko ewrên reş esmanên dinyayê vegirtine, dinya hê jî aram û sayî ye. [6172 uzun_bira] Barana reş hê dest bi barînê nekiriye. [6173 uzun_bira] Piştî Hawar-ê, wî niha bêtir wext jî heye. [6174 uzun_bira] Û ya herî girîng, zarokek li rê ye. [6175 uzun_bira] Gerçî kovar ketiye gorê, lê Rûşen Xanimê mizgînahiya zarokekî nû daye wî; ew li hêviya zarokekî ne. [6176 uzun_bira] Celadet Beg ê bibe bav. [6177 uzun_bira] Zirbavê Huseymayê dê di demeke kurt de bibe bav jî û tevî Rûşen Xanimê, ew ê bira yan jî xwehekê yadîgarî Huseymayê bike. [6178 uzun_bira] Piştî ko Rûşen Xanimê xebera pîroz bi Celadet Beg gihandiye, wî jî Rûşen Xanim û Huseyma wergirtiye û hatiye Lubnanê. [6179 uzun_bira] Ew niha li Bêrûdê ne, li taxa Qesra Mezin ko li ser girekî Bêrûdê ava bûye, li pansiyoneke paqij û bêdeng. [6180 uzun_bira] Zerya Spî û hemû Bêrûd li ber lingên wan e. [6181 uzun_bira] Ji wan hinekî bi dûr Qesra Mezin ko navenda karên siyasî yên Lubnanê ye û dilê fransizan li wir hildavê, bi hemû bedewiya xwe, dixuyê. [6182 uzun_bira] Dar û ber, dahl û daristan, mîna xalîçeyekê, raxistî ne. [6183 uzun_bira] Bêrûd, gencîneya Rohilatê, ko hemû dewr û dewran, hemû rengan, ziman û olan hembêz dike, mîna her carê, niha jî, hembêza xwe ji Celadet Beg û mala wî re jî vedike. [6184 uzun_bira] Celadet Beg, Rûşen Xanim û Huseyma di qata duwemîn a pansiyonê de ne. [6185 uzun_bira] Ji ber tevdîrên ewlehiyê, wan qata diduyan xwestiye. [6186 uzun_bira] Qata wan ji du jûran, mitbaxeke biçûk û saloneke teng û dirêj tê pê. [6187 uzun_bira] Lê şaneşîna qatê, bi serê xwe, hêjayê her tiştî ye. [6188 uzun_bira] Bergeh û dêmenên şaneşînê bêpayan in. [6189 uzun_bira] Mîna vî danê êvarê. [6190 uzun_bira] Ji der û dor bîhna axê û dar û ber difûre. [6191 uzun_bira] Li milê çepê yê şaneşînê, li ser çiyan, keskesoreke zêrhêlî, bi hemû rengên xwe, dibiriqe. [6192 uzun_bira] Berî niha bi bîstekê, baraneke boş bi ser girê Qesra Mezin de hat, bi qasî kêliyekê barî û winda bû. [6193 uzun_bira] Niha çiya bi rengên keskesorê diçirûsin. [6194 uzun_bira] Lubnan û Bêrûd bi rengên keskesorê diçirûsin. [6195 uzun_bira] Hêvî ji Lubnanê difûre. [6196 uzun_bira] Ew grewên karker, esnaf û parêzgeran, serhildanên kesab, goşkar û necaran, şer û pevçûnên gel û terîqetan rawestaye. [6197 uzun_bira] Jiyana aborî hêdî hêdî bi ser xwe ve tê. [6198 uzun_bira] Jiyana siyasî nermtir dibe. [6199 uzun_bira] Li Fransayê, piştî helbijartina giştî, hikumeteke nû ya Êniya Gel, bi serekiya Leon Blum, hatiye ser hikum. [6200 uzun_bira] Piştî guherîna hikumeta Fransayê, li Lubnanê jî hilbijartin çêbûye û serekekî nû yê lubnanî, (ne fransiz), Emile Eddé hatiye hilbijartin. [6201 uzun_bira] Tevî ewr û baranê, dinya nerm û germ dibe. [6202 uzun_bira] Rengên keskesorê dixuyin. [6203 uzun_bira] Celadet Beg ê, di dara dinê de, cara yekî, bibe bav, bibe xwedî zarok. [6204 uzun_bira] Ji niha ve, wan nav jî hazir kirine; eger zarok kur be, nav ê bibe Safter, eger ew keç be, navê bibe Sînemxan. [6205 uzun_bira] Ma ji wê rojê xweştir roj heye ko meriv dest bi romana kurdî bike? [6206 uzun_bira] Celadet Beg li şaneşînê rûniştiye û weha difikire. [6207 uzun_bira] Wî masa portatîf vekiriye, pêşgîrekî fireh avêtiye serê, teyfikeke tijî meywe daniye ser masê, devê şûşa araqa lubnanî vekiriye, îskan dagirtiye û difikire; niha jî hûnandina gotin û komekên kurdî divê, romaneke ronî divê. [6208 uzun_bira] Berî ko ez gotinê bînim ser romanê, divê ez çend tiştên biçûk ko te ji bîr kirin, bibêjim û bi bîra te bînim. [6209 uzun_bira] Yek; me hin tiştên din jî di Hawar-ê de li dar xistin; kitêbxana Hawar-ê û di rûpelên kovarê de beşekî fransizî. [6210 uzun_bira] Di bin sernavê »Kitêbxana Hawarê« de, min hin kitêbok weşandin û belav kirin. [6211 uzun_bira] »Rêzana Elfabiya Kurdî« û »Rûpelnine Alfabê« dudo ji wan kitêbokan bûn. [6212 uzun_bira] Bi alîkariya wan, kurmanc xwendin û nivisîna zimanê xwe yê madêrî hîn dibûn. [6213 uzun_bira] Heçî beşê fransizî bû, min gelekî bala xwe dida pêwendiya zimanê kurdî û cîhanê. [6214 uzun_bira] Min dixwest fransiz û ewrûpayî jî di warê ziman, edebiyat, çand û heyinên kurdî de serwext bûna. [6215 uzun_bira] Bi xêra wî beşî, me gelek pêwendiyên hêja û bikêrhatî anîn pê. [6216 uzun_bira] Dudo; di wê navberê de min du kitêb nivîsîn. [6217 uzun_bira] Yek bi fransizî, yek bi tirkî. [6218 uzun_bira] Yek bi navekî mustear, yek bi navê min. [6219 uzun_bira] Ya fransizî ko min hê di sala 1930î de, gava ez yek ji serekên Xoybûnê bûm, nivîsî, li Kahîrê, bi alîkariya kekê min Sureya, derket. [6220 uzun_bira] Kitêbê ko navê wê »La question kurde, ses origines et ses causes« bû, tê de gelek agahiyên bingehîn hebûn û min bi navê »Dr. [6221 uzun_bira] Bletch Chirguh« nivîsîbû, ez bawer im, gelekî alîkarî kir ko dinya kurdan, hinekî, ji nêz ve, binase. [6222 uzun_bira] Kitêba diduyan ko min nivîsî, di esasê xwe de, nameyeke dirêj bû ko min ji serekê Komara Tirkiyê Mistefa Kemal Paşa re şandibû. [6223 uzun_bira] Min ew kitab jî sala 1933-an, piştî ko min dev ji Xoybûnê berda, nivîsî. [6224 uzun_bira] Rejîma nû ya Tirkiyê siyaseteke ecêb dimeşand. [6225 uzun_bira] Li milekî wê her tiştê kurdî û kurdaniyê qedexe dikir û kurd jî mîna tirkan dihesiband, lê li milekî jî behsa efûyeke giştî dikir. [6226 uzun_bira] Ev celeb siyaset şaş bû, nêrîn vajî bû. [6227 uzun_bira] Li ser daxwaza heval û dostan jî, ez rûniştim û min nameyeke dirêj ji Mistefa Kemal Paşa re nivîsî. [6228 uzun_bira] Min û wî hevûdu baş dinasî. [6229 uzun_bira] Wî mal û malbata me jî baş dinasî. [6230 uzun_bira] Ji malbata me ya fireh hin kes jî bûbûn mişawir, wezîr û berdevkên wî yên girîng. [6231 uzun_bira] Min nama xwe, bi tirkiyekî paqij û ûslibeke nerm, bi navê »Türkiye Reisicumhuru Gazi Mustafa Kemal Paşa Hazretlerine«, nivîsî û jê re şand. [6232 uzun_bira] Name nerm, lê rexneyên tê de gelekî hişk bûn. [6233 uzun_bira] Min di namê de, tevî hebûn û dewlemendiyên ziman û heyina kurdî, şaşiya siyaseta »turkizasyonê« nîşan dida û weha digot; »Paşa hazretleri, heke hûn dixwazin girêka kurdî çareser bikin, hingê rê heq û hiqûq e, ne kuştin, qedexekirin û înkar e.« Wê nama ko min di heyştê kanûnîsaniya 1933-an de xelas kir, di nav kurd û tirkan de deng da. [6234 uzun_bira] Lê li milê din wê riya vegera welêt û Stembolê, yekcar, li min girt. [6235 uzun_bira] Ez hew dikarîbûm, bi keştiya Pierre Loti biçûma Stembolê, min careke din, Bospor, Kadiköy û Galata bidîta. [6236 uzun_bira] Min xewnên weha hew diviyan... Lê kî dikare rê li xewnan bigire? [6237 uzun_bira] Min biryar dabû, lê xewnan li min guhdarî nedikirin, ew dihatin, wan ez dibirim Bospor, Kadiköy, Kiziltoprak û Galatayê. [6238 uzun_bira] Niha em vegerin ser romanê. [6239 uzun_bira] Piştî van kitêbên ko min qal kirin, Hawar û kitêbxana wê, êdî wext hatibû ko min bikaribûya romaneke kurdî jî binivîsa. [6240 uzun_bira] Hê li Alemanyayê, gava Monikayê, piştî şeveke dirêj, serê xwe datanî ser sînga min û di xew re diçû û ez jî vedigeriyam nav rûpelên »Janên Wertherê Xort« a Goethe, hê hingî, min ji xwe dipirsî; »Ma kurd ê kengî dest bi nivîsîna romaneke weha bikin? [6241 uzun_bira] Ma ez nikarim biceribînim?..« Piştî salên dirêj û şevên bêhejmar ên dirêj, êdî wexta ceribandinê hatibû. [6242 uzun_bira] Min ê dest bi romana xwe bikira. [6243 uzun_bira] Min ê çi binivîsa, qala çi bikira? [6244 uzun_bira] Min, bi qewlê kurdên behdînî, bi misogerî, nizanîbû. [6245 uzun_bira] Lê min dixwest ko romana min bi kurdî bûya. [6246 uzun_bira] Ew ronî bûya. [6247 uzun_bira] Wê qala derd û keserên dîrokî yên kurdan bikira, lê ronî û bi hêvî bûya. [6248 uzun_bira] Wê, mîna çîrokên Şehrezadê yên »Hezar û şevekê« vebigota, jê bîhnên cihê yên misk û emberan bihata, mîna keskesora wê rojê rengîn û pirengî bûya. [6249 uzun_bira] Û mîna pelên guleke sor, ew, pel bi pel, bibişkoviya. [6250 uzun_bira] Roman geşî û dewlemendiya zimanan, bîhn û tahma civatan bû. [6251 uzun_bira] Zimanên ko xwe bi romanan gihandibûn, hew dimirin. [6252 uzun_bira] Roman, heke ez bi gotina bav û kalan bibêjim, hespê rewan û beza yê edebiyatê bû. [6253 uzun_bira] Min roman diviya. [6254 uzun_bira] Celadet Beg qedehê dibe devê xwe û heta dilopa dawî, wê, bi carekê, lê hêdîka vedixwe. [6255 uzun_bira] Paşê jî ew serê xwe radike û li doralî dinihêre. [6256 uzun_bira] Hemû tiştên ko nivîskarekî dikare bibîne, li ber wî ne; keskesoreke yekta û rengên wê yên cihê û jîndar, yekîtiya esman û ava şîn, aso û hingûra ko hêdî hêdî diqulipîn ser rengê sor, zincîra çiyayên li pişt bajêr, avahiyên bajarekî heftrengî. [6257 uzun_bira] Hemû tiştên ko dikarin bên guhê nivîskarekî, li doraliyên wî ne; feşafeş û gujîna avê, vîçevîça teyr û çivîkan, qepqeba kewan, şihîna hespan, kalîna berxan, dengên dûr ên şêniyan û teptepa dil, deng û pejnên nexuyayî yên dil... [6258 uzun_bira] Celadet Beg deftera li ser masê, hinekî, ber bi xwe tîne, wê vedike û bi pênûsa xwe ya reş û dirêj, di rûpela yekemîn de weha dinivîse; [6259 uzun_bira] Nav: Heyveron [6260 uzun_bira] Gengre (çeşn): Roman [6261 uzun_bira] Destpêk : Ronî, ronahî... Mehr licht, yanî hinekî din ronahî... [6262 uzun_bira] Ronî, ronahî, hinekî din ronahî. [6263 uzun_bira] Lê ji kû, çawan? [6264 uzun_bira] Tarî ye, her der tarî ye, mîna binê bîrê tarî ye. [6265 uzun_bira] Bi qasî misqalekî be jî, ronahî naxuyê. [6266 uzun_bira] Xeberên ko tên, reş in; bûyerên ko diqewimin, reş in; gavên ko tên avêtin, gavên bêgaviyê ne. [6267 uzun_bira] Celadet Beg li mala nû, li oda xwe ya xebatê, cixare di dêv de, li ber masê rûniştiye û li der dinihêre. [6268 uzun_bira] Bi hêviyên mezin, Celadet Beg û Rûşen Xanimê mal guhestibû taxa Muhacîrînê. [6269 uzun_bira] Wan li wir maleke li gora dilê xwe, bi kirêyeke erzan, peyda kiribû. [6270 uzun_bira] Ev mala nû jî, mîna mala Salihiyê, duqat, lê pirjûre bû. [6271 uzun_bira] Tê de hewşeke fireh û di hewşê de jî, mîna mala din, bîreke avî hebû. [6272 uzun_bira] Ew bi mehan li Şamê geriyabûn da ko maleke weha bibînin. [6273 uzun_bira] Malek ko dê fireh û pirode bûya, tê de hewşek hebûya û di hewşê de jî bîr. [6274 uzun_bira] Maleke weha hewce bû, -ji ber ko Safter an jî Sînemxan ê bihata, ber bi êvaran, Celadet Beg ê li hewşê, kêleka bîrê, rûnişta û romana xwe Heyveron binivîsa. [6275 uzun_bira] Heval û dost ê bihatina, bira û xweh ê bihatina û li mala wan mêvan bûna Ehmedê Fermanê Kîkî û dengbêjên din ê, di şevên dirêj de, mal bi dengên tarîxî yên jiyana kurdî tijî bikirana. [6276 uzun_bira] Gava herkes radiza, ew ê rabûya û wî dê rêzên şiîr û romana xwe hişyar bikira. [6277 uzun_bira] Di berbangên rojên nû de, wî dê Şengê û Bêlenê, tajiya nû ko kurdên Çiyayê Kurmênc diyarî wî kiribûn, bigirtana û biçûya seyd û nêçîran. [6278 uzun_bira] Di bin perda rengê sor ê hingûrên Şamê de, wî dê li qepqeba kewên xwe yên ribat guhdarî bikira, mêkew û mariyên xwe bifiranda û li wan binihêriya. [6279 uzun_bira] Lê eger bûyerên ko wan nehesibandibûn, neqewimana. [6280 uzun_bira] Dirêj meke, Xortê halnas, dirêj meke. [6281 uzun_bira] Bûyerên reş bêhejmar, mûsîbet pir bûn. [6282 uzun_bira] Tu dê behsa kîjanê bikî û kîjanê nekî? [6283 uzun_bira] Dev jê berde, ne tu serê xwe pê biêşîne, ne jî xwendevanên Bîra Qederê xemgîr bike. [6284 uzun_bira] Heke te dil heye ko tu gotinê bînî ser Heyveronê, hema bi carekê, ez bibêjim te ko min taqet nîn bû ew binivîsa. [6285 uzun_bira] Ji ber ko bûyerên reş û mûsîbetên kambax pir bûn. [6286 uzun_bira] Ne hewce ye ko ez jî niha, yek bi yek, behsa wan bikim. [6287 uzun_bira] Lê ez ê bi tenê û pir bi kurtahî, behsa hin ji wan ko ez ji taqetê xistim, bikim. [6288 uzun_bira] Safter li nexweşxana fransizî ya Şamê hate dinê. [6289 uzun_bira] Kêfa me bêpayan bû. [6290 uzun_bira] Safterê biçûk, bi rastî jî, bi Safter dima. [6291 uzun_bira] Min ê Safter, mîna Safterê bira, mezin bikira. [6292 uzun_bira] Jixwe min ê roman jî, bi bîranîna Safterê mezin, ji bo Safterê biçûk binivîsa. [6293 uzun_bira] Safter hat, lê yanzdeh roj bi dû hatina xwe re, ew dîsan çû. [6294 uzun_bira] Berî ko Safter bê dinê, Rûşen ji apandisîtê emeliyat bûbû. [6295 uzun_bira] Emeliyata wê zêde bi serketî nebû. [6296 uzun_bira] Û wê emeliyatê tesîr li Safterê biçûk kiribû. [6297 uzun_bira] Ew nexweş hate dinê, lê me hêvî hebû ko ew ê sax bûya. [6298 uzun_bira] Deh roj û deh şevan, ez li ser serê wî bûm. [6299 uzun_bira] Roja dawîn, ji bo karekî, ez derketibûm der. [6300 uzun_bira] Çaxa ez derketibûm, wî jî, bêzar û bêziman, xatir xwestibû û çûbû... [6301 uzun_bira] Mezo û Saadet Ablayê nameyeke kurt, li Stembolê, nivîsîbûn û bi alîkariya dostekî, bi min gîhandibûn û tê de behs dikirin ko wan haziriya hatina Şamê dikir. [6302 uzun_bira] Ew ê bihatina Şamê! [6303 uzun_bira] Min ê xweh û dotmama xwe bidîta! [6304 uzun_bira] Bi heyecanê, ez li hêviya wan bûm. [6305 uzun_bira] Lê ew nehatin. [6306 uzun_bira] Dewsa wan, nameyeke din ko ji ya berê kurtir bû hat; Saadet Abla bi qezayeke kambax miribû. [6307 uzun_bira] Gava wê xwestibû ji bîrê av bikişîne, lingê wê şemitîbû û ew ketibû bîrê. [6308 uzun_bira] Serê wê li kevirên bîrê ketibû û ew bêheş, di bîrê de, fetisîbû û malbatê Saadet Abla, yek ji neqşên rengîn ên jîna min, di goristana Usküdarê de veşartibû... [6309 uzun_bira] Kekê min Sureya çûbû Parîsê. [6310 uzun_bira] Ji Parîsê jî, ew ê bihata Şamê û demeke dirêj li nik me bima. [6311 uzun_bira] Heta rojekê, ez ji postaxanê, bi telefonê, bi wî û Kamuran re jî peyivîm. [6312 uzun_bira] Wî hal û hewalê me pirsîbû, Rûşen meraq kiribû û ji Rûşenê re, ji cil û bergên Lucien Lelong taximekî kinc kirîbû. [6313 uzun_bira] Dengê wî hê di guhê min de ye; »Celadet, birayo, min pir bêriya te kiriye, gava ez hatim, em ê bi têra xwe biştexilin...« Lê ew nehat, ew gotinên wî yên telefonê, bûn gotinên dawîn ko min bihîstin. [6314 uzun_bira] Wî, kekê min ê simbêlbadayî yê qeda û belayê, mamostayê min ê xwendin û nivîsînê, hevalê min ê dilsoz ê Pera û Galatayê, ji sekteyî dil wefat kir. [6315 uzun_bira] Kamuran û heval û dostên kurd û fransizan ew li wir defn kirin. [6316 uzun_bira] Di navbera van mirinan de, tiştekî din, mirineke din, qewimî ko ez pê gelekî êşiyam; qetîama Dêrsimê. [6317 uzun_bira] Dêrsim, yanî deriyên sîm, deverekî xweş û çiyayî yê welatê kurdan bû, cîhê alewiyên kurdan bû. [6318 uzun_bira] Her aliyê wêdar û ber, newal û gelî, zozan û çiya, çem û lehî bû. [6319 uzun_bira] Kurdên Dêrsimê li hember rejîma Tirkiyê serî netewandibûn. [6320 uzun_bira] Tirkiyê êrîşekî gelekî xedar biribû ser [6321 uzun_bira] Dêrsimê. [6322 uzun_bira] Dêrsimiyan li ber xwe dabûn, bi qasî du salan. [6323 uzun_bira] Lê dora wan girtî bû û eşîrên din ên kurd ko li der û dorên Dêrsimê dijiyan, neçûbûn alîkariya wan. [6324 uzun_bira] Dêrsimî bi tenê mabûn, li ber çavên dinyayê û eşîrên din ên kurdan, rejîma Tirkiyê Dêrsim şewitandibû, Dêrsimî qir kiribûn. [6325 uzun_bira] Li gora hin agahiyan deh hezar dêrsimî hatibûn kuştin, li gora hinên din çil hezar û hinên din jî sed hezar. [6326 uzun_bira] Sêdar, dîsan, li dar ketibûn, serekên eşîrên Dêrsimê bi dar ve bûbûn. [6327 uzun_bira] Qetlîameke mezin hatibû pê, lê kesî tiliya xwe nelivandibû, ji kesî dengekî derneketibû. [6328 uzun_bira] Ne heq û hiqûq, ne jî wîjdan û ehleq, dinya û kurdên din bi tenê temaşe kiribûn. [6329 uzun_bira] Ez çi bibêjim? [6330 uzun_bira] Ma mirov dikare bi kîjan gotinan mirinê û êşên wê vebêje?.. Mirinê, bi kêrekî ko, rehên min dibirîn. [6331 uzun_bira] Mirinê dinya kiribû goristaneke mezin û em tê de, li vir, li wir, vedişartin. [6332 uzun_bira] Mirinê tayên spî yên porê min zêde dikirin, rengê por, rîh û simbêlê min diqulipî ser rengê kefenê... [6333 uzun_bira] Vala ye, Celadet Beg destê xwe bi kû de davêje, bi tenê valahî tê destê wî. [6334 uzun_bira] Ronahî naxuyê. [6335 uzun_bira] Rast e, romana ko wî dê binivîsa, dê behsa şevê bikira. [6336 uzun_bira] Lê ronahî dê di tariya şevê de hebûya, heyv ê hebûya. [6337 uzun_bira] Heyveke ronî dê ronahî bireşanda ser romanê. [6338 uzun_bira] Lê ka, ronahiya jînê li ko ye, hema hinekî, bi qasî mistekê? [6339 uzun_bira] Celadet Beg deftera Heyveron-ê digire, berkêşka masa xebatê dikişîne, defterê têdixê, devê berkêşkê digire û ji oda xebatê derdikeve. [6340 uzun_bira] Celadet Beg herdu nameyên ko jê re hatine, ji resepsiyona otêlê werdigire û ji resepsiyonê derdikeve. [6341 uzun_bira] Ew ber bi aliyê salona otêlê dere. [6342 uzun_bira] Nameyek ji Parîsê hatiye, ya din ji Stembolê. [6343 uzun_bira] Nama ko ji Parîsê hatiye, ji Kamuran e. [6344 uzun_bira] Celadet Beg destnivîsa wî ya bedew dinase. [6345 uzun_bira] Lê ya din ji kê ye? [6346 uzun_bira] Salona otêlê tenha ye, bi tenê çend kesên ewrûpayî, li aliyê din ê salonê, li quncika herî dawî, rûniştine. [6347 uzun_bira] Berî ko ew rûne, ew ji garson qahweyek dixwaze û paşê, dere, li ber pencera mezin, li ser kursiyeke fireh a çermîn rûdine. [6348 uzun_bira] Resepsiyon û salon, herdu jî, di qata duwemîn a otêlê de ne. [6349 uzun_bira] Ji salona otêlê meydana Salihiyê û piştî meydanê jî kolana Salihiyê ko hertim tijî şênî ye, dixuyin. [6350 uzun_bira] Celadet Beg westiyaye, bêxew e. [6351 uzun_bira] Heta sibê, ew bê xew maye, bi alîkariya pakêta cixarê û şûşê, wî rêzine têvel nivisîne, rêzine şiîreke fransizî vergerandine kurdî, gotinine kurdî ko bi tîpa »F« dest pê dikin, nivisîne, rûpeline têkel ên hin kitêban tev dane, di nav fikir û gumanan de çûye û hatiye û li ber destê sibê, gava Rûşen Xanim hişyar bûye, ew ketiye nav nivînan. [6352 uzun_bira] Rûşen Xanimê xebereke nû jê re gotiye; ew li hêviya zarokekî nû ye. [6353 uzun_bira] Celadet Beg cixara xwe dikişîne û li der dinihêre. [6354 uzun_bira] Evçend însan, evçend şênî!.. Piştî kêliyekê, ew li nameyên li ser masê vedigere û pêşî nama Kamuran vedike. [6355 uzun_bira] Name ne dirêj e. [6356 uzun_bira] Kamuran tê de behsa şerê nû yê Ewrûpayê dike, »Welê dixuyê ko dinya dê dîsan, bikeve ber pêla şerekî dijwar û fireh...« Kamuran biryar daye ko vegere Rohilatê, Lubnanê. [6357 uzun_bira] Ew niha şixulên xwe dide hev û wan serast dike, paşê ew ê vegere Bêrûdê. [6358 uzun_bira] Û paşê jî silav, dîsan silav... [6359 uzun_bira] Zerfa nama din ko ji Stembolê hatiye, boz e. [6360 uzun_bira] Xetên li serê jî, bervajiyê ya Kamuran, bi erebî ne. [6361 uzun_bira] Lê Celadet Beg xetan nas nake. [6362 uzun_bira] Ew bi hêdîka namê vedike; »Mon cher Ceco...« Name bi fransizî hatiye nivîsîn. [6363 uzun_bira] Ceco... Kê ew nivîsiye? [6364 uzun_bira] Celadet Beg li binê namê dinihêre. [6365 uzun_bira] Canan! [6366 uzun_bira] Cananê ew nivîsiye. [6367 uzun_bira] Celadet, bi lez, nama ko ne ewçend dirêj e, dixwîne; halê Cananê baş e, na, ne baş e, lê ne xirab e jî. [6368 uzun_bira] Dinya guheriye, kesên nas kêm bûne, ew kesî nabîne, ber bi danên êvaran, carina, ew bi wapûrê, dere Galatayê, berî ko ew vê namê binivîse, bi çendekê, ew çûye restorana Belvu, restorana ko ew diçûnê û wan lê dans dikirin. [6369 uzun_bira] Restoran vala bûye, dinya pir biha bûye. [6370 uzun_bira] Rojname bi hewadîsên şer tijî ne. [6371 uzun_bira] Tirkiye jî haziriya şer dike. [6372 uzun_bira] Pera û Galata jî guherîne, koça »eqeliyetan« dewam dike, cihû, îtalî, ermen û rûmên taxê, dev jê berdidin û derin Awrûpayê. [6373 uzun_bira] Navê Cadeyî Kebîr, yanî Rue de Pera, guheriye û bûye Îstîklâl Caddesî. [6374 uzun_bira] Cananê bêrî li Celadet, hevalê xwe yê ebedî, kiriye. [6375 uzun_bira] Lê pasaporta wê nîn e ko ew bikaribe were ziyareta wî. [6376 uzun_bira] Ew ê hewl bide da ko bikaribe pasaporteke nû derxe. [6377 uzun_bira] Eger ew bi ser ket, ew ê bê Lubnanê, ziyareta Celadet, şagirtê Ovidius... Û paşê silav û hembêz û ramûsan... [6378 uzun_bira] Piştî ko keştiya Pierre Lotî Canan ji Bêrûdê wergirtibû û biribû Stembolê, yekemîn car bû ko min jê tiştekî dibihîst. [6379 uzun_bira] Sal derbas bûbûn. [6380 uzun_bira] Dewran diguherîn. [6381 uzun_bira] Hêlîna teyrê kor, Xwedê çêdikir. [6382 uzun_bira] Em, her yek, li derekî, li gora edet û ûsilên dewranan, dijiyan. [6383 uzun_bira] Rê ji hev vediqetiyan û te didît, dîsan, ji nişka ve, ew digihîştin hev. [6384 uzun_bira] Niha jî Kamuran ê bihata. [6385 uzun_bira] Canan ê, belkî, bihata. [6386 uzun_bira] Deftera ko wê dabû min li kû bû? [6387 uzun_bira] Min ew li kû winda kiribû? [6388 uzun_bira] Zarokeke nû dê, belkî, bihata... Wê rojê, gava ez ketibûm nav cîhan û Rûşen li rê bû ko biçûya dibistanê, ser karê xwe wê li ber devê derî gotibû, [6389 uzun_bira] »Celadet Alî...« min jî lê vegerandibû û gotibû, »Söyle kizim...« Û hingê wê gotibû û bi lez derketibû û çûbû, bêyî ko li hêviya min bisekine. [6390 uzun_bira] Zarokekî nû li rê bû... Heye ko kurekî pozberan yan jî keçeke çavreş ê bihata... Kê dizanîbû?.. [6391 uzun_bira] Piştî ko Celadet Beg qahwa xwe vedixwe, ew cixareyeke din vêdixwe. [6392 uzun_bira] Nûçeyên ko ji cîhên cihê tên, eynî ne; şerekî nû yê xedar li ber derî ye. [6393 uzun_bira] Welê dixuyê ko dinya dê dîsan tev li hev be. [6394 uzun_bira] Kurd? [6395 uzun_bira] Ya kurd ê çi bibin? [6396 uzun_bira] Kî dizane? [6397 uzun_bira] Berî ko Celadet Beg rabe, ew nama Cananê diçîrîne û dixe xwelîdanka li ser masê, nama Kamuran jî dixe berîka xwe ya çakêt û ew radibe. [6398 uzun_bira] FOTOGRAF 14: Hawar û sê zarokên din; Sînem, Cemşîd û Ronahî... û hinekî din ronahî!.. [6399 uzun_bira] Wêneya 14-an a Bîra Qederê wêneyeke ronî ye. [6400 uzun_bira] Celadet Beg û Rûşen Xanim, li ser kursiyan, li kêleka hev, rûniştine. [6401 uzun_bira] Herdu jî li kamerayê dinihêrin. [6402 uzun_bira] Rûşen Xanim bi ken e, rûyê wê dikene. [6403 uzun_bira] Celadet Beg jî bi ken e, lê bi tenê çavên wî dikenin. [6404 uzun_bira] Di vê fotografê de ken heye. [6405 uzun_bira] Du zarok, keçek û kurek, li ser herdu çogên Celadet Beg rûniştine. [6406 uzun_bira] Navê keçikê Sînem, navê lêwik Cemşîd e. [6407 uzun_bira] Li pişta fotografê, bi destnivîseke erebî, weha hatiye nivîsîn; Celadet, Rûşen, Sînemê, Cemo. [6408 uzun_bira] Sînemê û Cemo, yanî Sînem û Cemşîd zarokên wan in. [6409 uzun_bira] Cara yekemîn, di vê fotografê de, Celadet Beg, mîna bav û xwedî zarok, dixuyê. [6410 uzun_bira] Ew bûye bav, bavê keçekê û lawekî. [6411 uzun_bira] Celadet Beg, çakêtekî sport lê, porşehkirî, her-du destên xwe di pişta zarokên xwe re birine, ew hembêz kirine û hinekî maxrûr, li çavika kamerayê dinihêre. [6412 uzun_bira] Zarok jî dikenin. [6413 uzun_bira] Keçik, devê wê vekirî, çavên wê hinekî girtî, dikene. [6414 uzun_bira] Lawik, devgirtî, mîna bav, por ber bi paş şehkirî, li kamerayê dinihêre û dikene. [6415 uzun_bira] Keçik hinekî li diya xwe lawik jî li bavê xwe çûye. [6416 uzun_bira] Lawik eynî Celadet Beg e. [6417 uzun_bira] Mîna ko Celadet Beg bûye zarok û dîsan bûye Ceco, Cecoyê dapîra xwe Rûşenê. [6418 uzun_bira] Cemşîdê Rûşenê û Cecoyê Rûşenê... Keçik 3-4 salî, lawik 1-2 salî dixuyin. [6419 uzun_bira] Herdu jî bêpayan xweş, bêpayan geş in; mîna heyva çardehê şevê ronî ne. [6420 uzun_bira] Keçik hinekî gulover, lawik zirav û dirêj e. [6421 uzun_bira] Lêwik serê xwe daniye ser milê bavê xwe, keçikê herdu destên xwe vekirine, mîna ko ew li çepikan dixe. [6422 uzun_bira] Ev fotografa ko pir xweş hatiye kişandin, rengekî nû li rengên jiyana Celadet Beg û rûpelên nû ko bi rengê nû tên rengandin, li romana Bîra Qederê zêde dike. [6423 uzun_bira] Eger meriv fotografê mîna rûpelên wextê û jiyanê bihesibîne, ew fotograf rûpeleke nû û roniya wexteke dirêj a umrekî balkêş e. [6424 uzun_bira] Ev fotografa ronî, di eynî wextê de, îspata ronahî û kenê ye jî. [6425 uzun_bira] Ev nîşan dide ko di hin cîh, wext û heyamên wî umrê balkêş de, ken jî hebûye. [6426 uzun_bira] Di hin rûpelên romana Bîra Qederê de ken jî heye. [6427 uzun_bira] Ev fotograf û kesên fotografê îspat dike ko Celadet Begê ko ewçend ji jiyana mal, malbat û zarokan direviya, bûye xwedî mal, malbat û zarok; Sînemê û Cemo di hembêza wî de dikenin. [6428 uzun_bira] Ev fotograf, îspata bergeheke, bi qewlê Rûşen Xanimê, famîlyer e. [6429 uzun_bira] Famîlye, mal, malbat û zarok, bêguman, wêne û fotograf divê. [6430 uzun_bira] Kamera divê, îspata wext û dewranên ko zarok tê re derbas dibin, divê. [6431 uzun_bira] Her du yan jî sê mehan carekê, Rûşen Xanim li zarokan dinihêre û dibêje; wext hatiye. [6432 uzun_bira] Zarok mezin dibin, diguherin. [6433 uzun_bira] Guherîn divê îspat be. [6434 uzun_bira] Zarok ê, sibê roj, li fotografan, li şopên xwe yên jiyanê, binihêrin û rojên bihurî bi bîr bînin û li zaroktiya xwe binihêrin. [6435 uzun_bira] Wext hatiye... Ma mal û zarok bê fotograf, kamera û îspatan dibe? [6436 uzun_bira] Nemaze gava mal, maleke Bedirxanî be û li ber xetera windabûnê be... [6437 uzun_bira] Lê Rûşen Xanim tu kamera navên, -ji ber ko fotografkêşê herî baş ê Şamê dostê malbatê ye. [6438 uzun_bira] Malik Tahir û birayên wî ko li hemû navçê mîna fotografkêşên hoste tên zanîn, carina, her du-sê mehan carekê, tên taxa Muhacîrîn, mala Celadet Beg û Rûşen Xanimê û fotografên zarokan dikişînin. [6439 uzun_bira] Mîna vê fotografa 14-an a Bîra Qederê, carina tevî fotografên zarokan, yên Celadet Beg û Rûşen Xanimê jî. [6440 uzun_bira] Herçend Mr. [6441 uzun_bira] Xandemian li Stembol, Kadiköyê, dost û hevalê malbatê bû, Malik Tahir û birayên wî jî ewçend, li Şamê dost in. [6442 uzun_bira] Eynî mîna Mr. [6443 uzun_bira] Xandemiyan, Malik Tahir jî carina, bi xwe, tê û dixwaze fotografên malê bikişîne. [6444 uzun_bira] Malik Tahir û birayên wî ji kurdên Şamê, Eyubiyan in. [6445 uzun_bira] Studyoya wan a fotograf û gravuran li cîhekî xweş û şên, li ser kolana Salihiyê ye. [6446 uzun_bira] Tevî ko fotograf, sûret û kişandina wan, li gora dînê îslamê, ne di cîh de ye û ew li Şamê navenda çanda Îslamê, dijîn, studyoya wan hertim tijî ye. [6447 uzun_bira] Her celeb meriv, ereb, fransiz, cihû, ermen, suryan û kurd tên û fotografên xwe dikişînin. [6448 uzun_bira] Fotograf ji gelek tiştê din girîngtir e, ji ber ko ew îspata dewr û dewranê, umir û jiyanê ye. [6449 uzun_bira] Lê herçî kişandina fotografên Sinemê û Cemo ye, Malik Tahir bi xwe dere mala wan û fotografan dikişîne. [6450 uzun_bira] Çawan ew ê mîrên kurdan bînin studyoyan?.. Mîr, mîr in. [6451 uzun_bira] Do jî, îro jî, sibê jî... [6452 uzun_bira] Li pişta vê fotografa 14-an, li bin navan, bi xet û neqşên gelekî xweş û bi fransizî, »Photogravure - Eyoubiye Fréres« nivisiye. [6453 uzun_bira] Di vê fotografa birayên Eyûbiyan de, Celadet Beg gelekî li bavê xwe Emîn Alî Beg dişibe. [6454 uzun_bira] Ew jî mîna bavê xwe rûniştiye; pişta wî rast, sîng û rûyê wî li pêş, serê wî hinekî hildayî. [6455 uzun_bira] Kenê çavên wî jî, mîna ya Emîn Alî Beg, kîbar û bi pîvan e. [6456 uzun_bira] Gelo tarîx dubare dibe, bi guherîna wext û dewranê, tarîx vedijê? [6457 uzun_bira] Di vê fotografa ko Malik Tahir kişandiye de, mîna ko Celadet Beg ketiye dewsa bavê xwe Emîn Alî Beg û Cemşîd jî ketiye dewsa bavê xwe Celadet Beg. [6458 uzun_bira] Di fotografên Mr. [6459 uzun_bira] Xandemian de, Celadet Beg zarok bû û li ser ajnûya bavê xwe rûdinişt, lê di fotografên Malik Tahir de, ew bav e û lawê wî li ser ajnû rûdine. [6460 uzun_bira] Stembol, Kadiköy. [6461 uzun_bira] Şam, Muhacirîn... Du qonaxên qederekê ko bi rengên cihê hatine hûnandin. [6462 uzun_bira] Stembol, Kadiköy; konaxa yekemîn. [6463 uzun_bira] Şam, Muhacirîn; konaxa çendan? [6464 uzun_bira] Ya dawîn? [6465 uzun_bira] – Qonaxa çendan? [6466 uzun_bira] Ya dawîn? [6467 uzun_bira] Na, Celadet Beg dibêje, ne qonaxa dawîn, lê qonaxa diduyan... Jixwe di vê hejmara destpêkê de, min bendek bi navê »Sê tarîxên Hawar-ê« nivîsiye û tê de qala vê yekê dikim. [6468 uzun_bira] Qonaxa yekemîn Hawar bû, weşandina wê û alfaba latînî bû. [6469 uzun_bira] Me qayideyên nivîsîna kurdî, ji nû ve, anîn pê, xwendin û nivîsîna kurdî, hêsan kir, ziman sivik kir, gencineyên zimanê kurdî weşandin. [6470 uzun_bira] Niha jî, di vê qonaxa diduyan de em ê van şixulên xwe yên bingehîn firehtir û kûrtir bikin. [6471 uzun_bira] Jixwe min di benda xwe de jî nivîsiye; hîmê zimanekî li ser sê hêmanê bingehîn sekiniye: Alfabe, gramer û ferheng. [6472 uzun_bira] Alfabe temam, niha dora gramer û ferhengê ye. [6473 uzun_bira] Heçî xwendevan e, qonaxa nû, jê re weha dibêje; hîn bin, hîn bin, hîn bin, hîn kin, hîn kin hîn kin... [6474 uzun_bira] – Prins Bedir-Khan, min artîkila we, bi leza kêliyekê, xwend, Roger Lescot, yek ji dîplomatên navdartirîn ê fransizan, bi kurdî, dibêje. [6475 uzun_bira] We Hawar baş presente kiriye. [6476 uzun_bira] Beşê fransizî jî ne xirab e. [6477 uzun_bira] Ez we pîroz dikim û umrekî dirêj, ji Hawara nû re, dixwazim... [6478 uzun_bira] Dîsan bihar e, bihara 1941-an. [6479 uzun_bira] Gulên sor ên hewşa Celadet Beg û Rûşen Xanimê, bi rengekî xwînî, bişkovîne. [6480 uzun_bira] Hechecîk, dîsan, hatine. [6481 uzun_bira] Bajarî, kurdên Şam û Helebê haziriya zozanan dikin. [6482 uzun_bira] Dîsan hewşa Celadet Beg e. [6483 uzun_bira] Lê ya mala nû ya Taxa Muhacirînê. [6484 uzun_bira] Dîsan heval û dostên wî civiyane, - li kêleka bîrê. [6485 uzun_bira] Lê bîra mala nû. [6486 uzun_bira] Hawar dîsan, ji nû ve, derketiye. [6487 uzun_bira] Hejmara yekê, na, ne hejmara yekê, hejmara 27-an, îro, 15-ê nîsana 1941-an, nû ji çapê derketiye. [6488 uzun_bira] Du şagirtên çapxana Sebatê, bi lez, çend tomar kovar, anîne malê. [6489 uzun_bira] Ew li kovara ko hê jê bîhna çap û çapxanê difûre, dinihêrin. [6490 uzun_bira] Kesên ko hatine, dîsan, yên berê ne. [6491 uzun_bira] Rûşen Xanim, Elî Axayê Zilfo, Mihemed Axayê Zirkî, Emer Axayê Şemdîn, Silêman Efendiyê Qotreşî, Arif Ebas Beg, Husnî Berazî Beg, Muhsîn Berazî Beg, Memduh Selîm Beg, Nîzametîn Kubar Beg, Osman Sebrî, Dr. [6492 uzun_bira] Nazîf Beg, Ehmedê Fermanê Kîkî. [6493 uzun_bira] Lê vî danê êvarê, li hewşê, navên nû jî hene; [6494 uzun_bira] Kamuran Beg, Roger Lescot, Qedrî Can, Cegerxwîn, birayê biçûk ê Dr. [6495 uzun_bira] Nazîf, Nûredîn, Qedrî, Ekrem, Mîqdad û Bedrî Begên Cemîlpaşa. [6496 uzun_bira] Ji vê civata ko pirî caran ji hev dûr in, lê îro, bi hênceta pîrozbahiya kovarê hatine mala Celadet Beg, merivek kêm e; Haco Axa... Haco Axa wefat kiriye, lê dewsa wî, lawê wî Hesen Axayê Haco hatiye. [6497 uzun_bira] Celadet Beg? [6498 uzun_bira] Hal û hîsên wî yên îro? [6499 uzun_bira] Tevî ko ba û bahozên şer hawirdor vegirtibû, bihar, demsala geşiyê, dîsan, hatibû. [6500 uzun_bira] Rojeke nû ya pîroz a biharê, hêdî hêdî, ber bi êvarê, diçû. [6501 uzun_bira] Wê rojê, gelekî zû, ez bi dengê tajiya xwe ya belek ko min navê wê Belên, yanî soz, yanî ehid, lêkiribû, hişyar bûm. [6502 uzun_bira] Dinya hê baş ronî nebûbû. [6503 uzun_bira] Jixwe, hema çi bigire, xew neketibû çavên min; Hawar, zaroka min, ezîza ber dilê min, ê, ji nû ve, biweşiya! [6504 uzun_bira] Bêyî ko ez Rûşenê hişyar bikim, bi hêdîka, ez ji textê razanê, peya bûm, ji odê derketim û çûm oda zariyan. [6505 uzun_bira] Sînem û Cemo, mîna du melaykan, diniviyan. [6506 uzun_bira] Cemo tiliyên destê xwe xistibûn devê xwe û ew dimêtin. [6507 uzun_bira] Xweha wan a nû dê, wê rojê, bihata. [6508 uzun_bira] Ez derketim hewşê. [6509 uzun_bira] Bayê dinya çiksayî, hinekî, ez, hejandim. [6510 uzun_bira] Ez çûm nik lîsên kewên xwe û bi qasî çendekê min li wan, bedewiya wan û rengên wan ên birdikî, reş, belek, spî û sor nihêrî. [6511 uzun_bira] Min teyfik dîsan, tijî qût kir û danîn ber wan. [6512 uzun_bira] Paşê jî ez çûm nik Belênê. [6513 uzun_bira] Belên hişyar bû, zimanê xwe derxistibû û dinihwirî. [6514 uzun_bira] Ez çûm ser bîrê, min sitîlek av kişand, tasika ava Belênê tijî kir û ew da ber wê. [6515 uzun_bira] Paşê jî, heta zarok û diya wan hişyar bû, ez bi gul, kulîlk û çîçekên hewşê daketim. [6516 uzun_bira] Kulîlk dibişkovîn, mêşên hingivîn, bi ûsil û vizeviz, vediniştin ser gul û kulîlkan. [6517 uzun_bira] Hingê, çaxa çend ref quling, li pey hev, di esmanê vekirî yê şîn de, firiyan û derbas bûn, min serê xwe rakir û bi kêf, li wan nihêrî. [6518 uzun_bira] Şer bû, ba û bahozên şer dinya dabû ber xwe. [6519 uzun_bira] Lê wê rojê, digel her tiştî, dinya xweş bû, tu tişt û kesê ko ez hêrs yan jî eciz bikirama, nîn bû, kesê ko derd û kederên min bi bîra min bianiyana, tune bû. [6520 uzun_bira] Derd û kederên ko bîhn li min diçikandin, hesreta ko ez carina dikirim mejnûn, xirabiyên ko bi min bûbûn, kurt û bistên ko li dijî min dihatin gotin, wê rojê, ji min, gelekî, bi dûr bûn. [6521 uzun_bira] Mala germ, xaniyê bi dengê zarokan şên, bîr, yanî kahniya avê, dengê textên bîrê, dilopên hûnik ên ava bîrê ko li ser kevirên bîrê, mîna çirûskan, dixuyan û winda dibûn, hêşinahî, rengên biharê, esmanê spehî, hemû, her tiştê xweş wê rojê li dora min bû. [6522 uzun_bira] Û Hawar wê li wan zêde bûya. [6523 uzun_bira] Xewna min, xwesteka min a herî mezin, dîsan, bi cîh dihat. [6524 uzun_bira] Diviya gotinên kurdî nemirana, diviya ew bihatina vejandin... Berî ko tu yan jî xwendevanên Bîra Qederê bipirsin, çima »diviya«, ez, bi carekê, bibêjim; Pierre Loti, ew keştiya mezin û spî, ko her roja pêncşemiyê, ji Stembolê derdiket, Zerya Marmara û Zerya Spî û pêlên wan dida ber xwe û dihat Bêrûdê, her carê, bi xwe re, hin rojname û kovarên tirkî jî dianîn. [6525 uzun_bira] Pêşî ew weşanên ko hinekî kevn bûne, li Bêrûd û Lubnanê digeriyan, paşê jî ew, hinekî din kevntir, dihatin Şamê. [6526 uzun_bira] Gava ew dihatin, min her tişt ji destê xwe berdida û tî û birçî, bi hesreta salan, xwe davêt ser wan û ew dixwendin. [6527 uzun_bira] Heta rêza dawîn, heta xeberên sporê, heta xaçerêzên wan. [6528 uzun_bira] Lê her carê jî, ez dilşikestî, xemgir û bîhnteng ji ser wan radibûm. [6529 uzun_bira] Ji ber ko ew tijî xeberên reş bûn û berdevkên siyaseteke vajî û neînsanî bûn. [6530 uzun_bira] Rojnameyên Cumhuriyet û Vatan-ê dihatin, Kovarên Ülkü, Kadro, Bozkurt, Türkçü Dergî, Yurt ve Dünya dihatin. [6531 uzun_bira] Ji Yurt ve Dünya pê ve, ew rojname û kovar, hemû, kursî û organên siyaseta »tirkîzasyonê« bûn. [6532 uzun_bira] Li gora wan, li Tirkiyê, bi tenê tirk hebûn, zimanê tirkî hebû, heyin û çanda tirkî hebû... Gel û miletên din? [6533 uzun_bira] Ziman û çandên din? [6534 uzun_bira] Ji bo wan, bi tenê, riyek hebû; tirk bûyin... Heçî heyin û zimanê kurdî bû, qedexe bûn. [6535 uzun_bira] Nav diguherîn; navên hezar salan ên meriv û malbatan, bajar û gundan, deşt û zozanan diguherîn û dibûn tirkî. [6536 uzun_bira] Navên dar û ber, gul û kulîlkan diguherîn. [6537 uzun_bira] Binevş dibû menekşe, beybûn dibû papatya, stêrgul dibû yýldýzçiçegi... şan û şoret, nav û nîşanên mirovan diguherîn, paşnavekî tirkî, mîna pîne, bi huwiyeta kurdî ve dizeliqî û dikete pey kurdan. [6538 uzun_bira] Navê mal û malbatên kurdî dibûn Öztürk, Cantürk, Korutürk, Soytürk... Em, Bedirxaniyên sedan salan jî bûbûn çinar. [6539 uzun_bira] Bedirxaniyên ko bi sedan sal mîrên Cizîra Botan bûn, tesîr li navçê û dewleta Osmanî kiribûn, bi carekê, bûbûn Çinar, yanî hîç, vala, pûç. [6540 uzun_bira] Kê dizanîbû ka Çinar kî bûn! [6541 uzun_bira] Zimanê kurdan hatibû jêkirin. [6542 uzun_bira] Kilîd li zimanê wan ketibû... Û ew rojname û kovarên berdevk, her û her, bi xeberên vê yeka kambax, tijî bûn. [6543 uzun_bira] Ew xeber dibûn tîr û bi dil û canê min diketin. [6544 uzun_bira] Ez dibeicîm, diteqiyam. [6545 uzun_bira] Carina ez ji xewê vediciniqîm û diqîriyam; na, nabe, divê zimanê kurdî nemire!.. Belê, welê bû, ez welê difikirîm; gotina Amojna Stî û Bavo ko ez pê rabûbûm, mezin bûbûm, diviya nemira. [6546 uzun_bira] Zimanê min, gotinên min ên şevên tarî ko bêdeng li ser kaxizan direşiyan, diviya kilîd bişkanda. [6547 uzun_bira] Gotinên şevên Şamê diviya birînên zimanê kurdî yên xedar bicebirandina... [6548 uzun_bira] Wê rojê, danê êvarê, merhem dihat, HAWAR derdiket! [6549 uzun_bira] Sed heyf ko Haco Axa ev roj nedît, Memduh Selîm Beg, kovar di destan de, ji Hesen Axayê Haco re, dibêje. [6550 uzun_bira] Ew ê gelekî kêfxweş bûya. [6551 uzun_bira] Ne wisan e, mîrê min? [6552 uzun_bira] Bêguman, Celadet Beg, destê xwe dibe rîha xwe ya spî û dibêje. [6553 uzun_bira] Lê ez welê texmîn dikim ko ew û miriyên me yên din, îro, di gorên xwe de, rehet, dinivin. [6554 uzun_bira] Me mucele derxist, niha jî me şixulekî heye; domandina wê... [6555 uzun_bira] Celadet Beg, Roger Lescot, Kamuran Beg, Memduh Selîm Beg, Qedrî Beg, Elî Axayê Zilfo û Hesen Axayê Haco, li kêleka bîrê, li ser lingan, sekinîne û dipeyivin. [6556 uzun_bira] Kovar di destê hinekan de ye. [6557 uzun_bira] Piştî bîskekê, ew ê bi hev re, ji bo şîva êvarê, herin aşxaneyeke kevnar ko li kêleka Meydana Merce ye. [6558 uzun_bira] Bi hênceta derketina kovarê, Hesen Axayê Haco ew ezimandine. [6559 uzun_bira] Hesen Axa ko pir bi bavê xwe dişibe, çavê wî li ser kovarê, bêyî ko li Celadet Beg binihêre, jê dipirse, [6560 uzun_bira] Mîrê min, ji bo domandinê çi divê? [6561 uzun_bira] Gelek tişt divên, lê berî her tiştî pere û kiryar... [6562 uzun_bira] Kiryariya salekê bi çi ye? [6563 uzun_bira] Bi pênc lîrayên Sûrî ye... [6564 uzun_bira] – Mîrê min, heke tu eciz nebî, min dil heye, ez hinekî alîkariya cerîdê bikim... Berî ko ez bêm vê derê, min bazareke nexirab li dar xist û jê perene baş qezenc kirin. [6565 uzun_bira] Para cerîdê jî tê de heye. [6566 uzun_bira] Ez dixwazim 400 lîra bidim cerîdê... [6567 uzun_bira] – Mala te ava, Celadet Beg dibêje... heye ko ev alîkariya te rê veke... [6568 uzun_bira] – Belê, Memduh Beg dibêje, ew ê rê veke, lê me 400 lîra nîn in, em çi bikin?.. Ez ê deh lîra alîkarî bikim... herkes bi qasî quweta xwe. [6569 uzun_bira] – Ji min jî pêncî lîra, Elî Axayê Zilfo dibêje. [6570 uzun_bira] – Ji aliyê min û Nûredîn jî, Dr. [6571 uzun_bira] Ehmed Nafîz Beg dibêje û ber bi aliyê wan tê. [6572 uzun_bira] -Ez jî, li ser navê hemû Cemîlpaşayan şêst lîra didim, Ekrem Beg dibêje. [6573 uzun_bira] Yên din jî ber bi wan, kêleka bîrê, tên û her yek, li gora quweta xwe, tiştekî dibêje. [6574 uzun_bira] Ehmedê Fermanê Kîkî, kalê malê, bi destê Sînem û Cemşîd digire û ber bi Celadet Beg û Rûşen Xanim, diya wê û Huseymayê ko li hewşê, li kêleka bîrê sekinine, tê. [6575 uzun_bira] Dinya hê nû hişyar dibe. [6576 uzun_bira] Destê sibê ye. [6577 uzun_bira] Roja germ a havîna 1941-an hê nû dest pê kiriye. [6578 uzun_bira] Celadet Beg û Rûşen Xanim bi dengan hişyar bûne û derketine hewşê. [6579 uzun_bira] Diya Rûşen [6580 uzun_bira] Xanimê û Huseyma jî dane pey wan. [6581 uzun_bira] Ji dûr ve deng tên, dengên tanq û topan... Şerê nû yê cîhanê ko li ser kavilên şêrê yekemîn ê cîhanê, li Awrûpayê, bilind bûye, îro, xwe gîhandiye deverên Sûriye û Lubnanê. [6582 uzun_bira] Bayên şer ko ji Ewrûpa tên, îro, mîna pêlên derya, li qiraxên Lubnan û Sûriyê dikevin. [6583 uzun_bira] Xeberên ko wan dibihîstin, bi van dengên topan, îro, rast derdikevin. [6584 uzun_bira] Şer li ber deriyê wan e. [6585 uzun_bira] – Bavo, ev çi ye? [6586 uzun_bira] Ev dengê çi ye? [6587 uzun_bira] Sînem dipirse û ber bi Celadet Beg tê. [6588 uzun_bira] – Metirse delala min, Celadet Beg dibêje û xwarî keça xwe dibe û wê hembêz dike. [6589 uzun_bira] Ev dengê tanq û topan e, lê metirse. [6590 uzun_bira] Bavo, ev deng pîs e, pir pîs e, Cemşîd dibêje. [6591 uzun_bira] Herê, pîs e, kurê min... [6592 uzun_bira] Deng dihatin, dengê şer û mirinê, agir û şewatê gihîştibûn me jî. [6593 uzun_bira] Agir bi dinê ketibû, tu çare nîn bû, gulokên êgir, hêdî hêdî, ber bi me jî dihatin. [6594 uzun_bira] Agir bi Rohilatê jî ketibû. [6595 uzun_bira] Ev şer bi tu şerên din nedima. [6596 uzun_bira] Bi gotina alîm û feylesofan, ev şerê nû diya hemû şerên cîhanê bû. [6597 uzun_bira] Aleman, bi serekiya Hitler û nazîstan, ketibûn pey tolhildanê. [6598 uzun_bira] Di şerê yekemîn de ko hingî ez jî li aliyê Qefqesan, di nav refên şer de bûm, alemanan şikestên dijwar xwaribûn, zora wan çûbû û ew ji hev ketibûn. [6599 uzun_bira] Lê aleman, nijadê cermen, dîsan, di wexteke kurt de, xwe dabû hev. [6600 uzun_bira] Hîtler û tevgera wî ya Nasyonal Sosyalistan, yanî nazîstan, ko min jî li Munîxê, di destpêka salên bîstan de, şahîdiya tevgera wan kiribû, dewlet bi dest xistibûn û ketibûn pey heyf û tolhildanê; ew bi Nemsê re bûbûn yek, dewleta Çekoslawakyayê ji ortê hildabûn, dirêjî Polonyayê kiribûn û Polonya û Danzîg tevî nifûseke têr bi sîh û du milyon rûniştemanan, vegirtibûn, bi îtalî û japonan re peymaneke biratiyê anîbûn pê, bi ûrisan re li hev hatibûn, êrîş biribûn ser Danmark û Norvejê û ew der jî bi dest xistibûn, paşê berê xwe dabûn Holanda û Fransê, çaxa tanqên wan ketibûn Parîsê, hingî wan, bi balafiran, dirêjî Ingilterê kiribûn. [6601 uzun_bira] Ji ber ko Ingiltere giraveke mezin bû, çarnikarên wê av bû û nedigiha beja Awrûpayê, alemanan bi noqar û balafiran li Îngiltere, nemaze Londrayê, xistibûn. [6602 uzun_bira] Paşê hevalbendê Alemanyayê îtalya jî ketibû şer. [6603 uzun_bira] Wan jî dirêjî Afrîka Bakur kiribûn, Misir, Somalistan, Trablusgarb vegirtibûn. [6604 uzun_bira] Ji wir jî, îtalî dîsan vegeriyabûn Awrûpayê û ketibûn erdên Yewnanistan û Ernewidê û ew der zemt kiribûn. [6605 uzun_bira] Alemanan jî Mecaristan, Romanya, Yugoslavya û Bilgaristan vegirtibûn... [6606 uzun_bira] Lê li her derî îngilîzan û hevalbendên wan li ber xwe didan û li hember êrîşên aleman û îtaliyan disekinîn, -heta di gelek cîhan de jî bi ser diketin. [6607 uzun_bira] Şer bi vî terhî dewam dikir. [6608 uzun_bira] Tu bibêje, heta havîna 1941-an jî, me şer ji rojname, kovar û radyoyan dibihîst. [6609 uzun_bira] Gulokên agirê şerên nû negihabûn peravên Lubnan û Sûriyê. [6610 uzun_bira] Lê destpêka havînê, tiştê ko me hemûyan dipa, qewimî; li Iraqê hikumet guherî, mîrê Iraqê Evdililah reviya Filistînê û Reşîd Elî Begê Kêlanî hukim xiste destê xwe. [6611 uzun_bira] Reşîd Elî Beg bi ser alemanan bû, şer di navbera wî û ingilîzan de derket. [6612 uzun_bira] Aleman hatin hawara Reşîd Elî Begî, bi balafiran ko di ser esmanên Lubnan û Sûriyê re difirîn, li ingilîzan xistin. [6613 uzun_bira] Lê dawiya dawîn ingilîz ketin Baxdayê, Mîr Evdililah û hevalên wî anîn û hikum xistin destê xwe. [6614 uzun_bira] Gulokên agirê şer êdî ketibû Rohilatê. [6615 uzun_bira] Niha jî dor hatibû Lubnan û Sûriyê. [6616 uzun_bira] Fransiz, karbidestên Lubnan û Sûriyê, bûbûn du bir; birê hikumeta resmî ya Fransê ko bi ser Hîtler bû û birê General De Gaule ko azadîxwaz û hevalbendê ingilîzan bû. [6617 uzun_bira] Dihate gotin ko alemanan bi alîkariya hevalbendên xwe yên fransiz, esker derxistine Lazkiyê û balafirên xwe li Şam, Heleb û Riyaqê bi cîh kirine. [6618 uzun_bira] Loma jî ingilîzan, bi alîkariya hevalbendên xwe yên fransiz, yanî golîst, avêtin ser balafirgehên Şam, Heleb û Riyaqê û ew der bombebaran kirin. [6619 uzun_bira] General Denz, serekamîrê Lubnan û Sûriyê, di radyoyê de da zanîn ko ew ê li dijî ingilîzan, dest bibin xwe. [6620 uzun_bira] Lê ingilîz û fransizên hevalbend êrîş birin ser hêzên fransiz ên hikumeta Vişiyê û ew ji aliyê bakur ketin erdê Sûriyê û dirêjî Tidmir û Dêra-Zorê kirin. [6621 uzun_bira] Şerê ko min baş dinasî, hatibû, dengê tanq û topan digihîştin Şamê. [6622 uzun_bira] Bajarê medeniyeta îslamê, bajarê şev û xewnan, êdî ne bi dengê ezanê, lê bi dengên tanq, top û balafiran hişyar dibû... Heçî mala me bû, şên bûbû, pêşî Sînem, paşê jî Cemşîd hatibû. [6623 uzun_bira] Piştî ko em têgihîştibûn ko navên ko li ber dilê me pir ezîz bûn, Bedirxan û Safter, li me nedihatin û me ew li xwe qedexe kiribûn û biryar dabû ko heke zarokekî nû were dinê, em ê navekî din lê kin, hingê ez bûbûm bavê keçeke çavreş û lawekî enîfireh. [6624 uzun_bira] Bi hatina zariyan, her tiştê malê û jîna min, ji binî ve, guherîbû; em, ez û Rûşenê, nema bi tirkî dipeyivîn, zimanê malê bûbû kurdî. [6625 uzun_bira] Nema alkol dikete malê, carina ez diçûm nik heval û dostan û min li ba wan, hinekî, vedixwar. [6626 uzun_bira] Hejmara cixarên rojekê ji du pakêtan ketibû deh-donzdan. [6627 uzun_bira] Êdî ez bêtir li malê bûm. [6628 uzun_bira] Ji malê dengê girî û kena zarokan, dengê bilûr û awaza Ehmedê Ferman û qebqeba kewan bilind dibû. [6629 uzun_bira] Ji malê bîhna zarokan difûrî. [6630 uzun_bira] Li malê dermanê derd û keserên min hebû... [6631 uzun_bira] Lê şer hatibû, bi çirûsk û pizotên xwe agir bi dinê xistibû. [6632 uzun_bira] Celadet Beg, guhê wî li ser dengan, serê xwe ber bi jor dike û li esmên dinihêre. [6633 uzun_bira] Ji rengê şîn û çend ewrên boz pê ve, tu tişt naxuyin. [6634 uzun_bira] Lê deng tên. [6635 uzun_bira] Ew pişta xwe dide kevirên dîwarê bîrê û li ser totikan rûdine û her-du zarokên xwe dixe hembêza xwe. [6636 uzun_bira] – Bavo, ev çi ye, dengê çi ye? [6637 uzun_bira] Cemşîd destê xwe dibe rîha Celadet Beg û dipirse. [6638 uzun_bira] Celadet Beg bersiv nadiyê. [6639 uzun_bira] Ew, bi dîqet, guhê xwe dide ser dengan. [6640 uzun_bira] Deng, hêdî hêdî, nêzîktir dibin. [6641 uzun_bira] Gelo ev dengên nû ko nêzîk dibin, yên çi ne? [6642 uzun_bira] – Rûşen, kizim, çêtir e ko tu zariyan bibî hundir, ew dibêje û dîsan radibe ser piyan. [6643 uzun_bira] Deng nêzîktir dibe. [6644 uzun_bira] Niha ew deng dinase; dengê balafiran... Rûşen Xanim radihêje destên zarokan û wan ber bi aliyê hundir dibe. [6645 uzun_bira] Diya wê jî bi destê Huseymayê digire û dide pey wan. [6646 uzun_bira] Lê berî ko ew bikevin hundir, di ser hewşê re, refekî balafir, bi leza birûskê, difirin û derin. [6647 uzun_bira] – Ew çi bû, ew çi ye, Cemşîd bi qîrîn dibêje. [6648 uzun_bira] Bavo, ev çi ye, Cemşîd, li oda xebatê ya Celadet Beg, li ser çogên Celadet Beg rûniştî, bi ken dibêje. [6649 uzun_bira] Ev Ronahî ye, kurê min... [6650 uzun_bira] Ronahiya kê ye? [6651 uzun_bira] Ronahiya me kurdan e. [6652 uzun_bira] Ka çima ew ronî nake? [6653 uzun_bira] Ronahî di nav rûpel û rêzên wê de ye. [6654 uzun_bira] Mîna Hawar-ê? [6655 uzun_bira] Herê, mîna Hawarê. [6656 uzun_bira] Bavo, ew xweha Hawarê ye? [6657 uzun_bira] – Herê, ew xweha Hawar-ê ye û xweha te û Sînemê ye. [6658 uzun_bira] Navê wê Ronahî ye. [6659 uzun_bira] – Bavo, de bixwîne [6660 uzun_bira] -Na Bavo, mexwîne, Sînema ko li kêleka kursiyê Celadet Beg, li ber lingên bavê xwe rûniştiye û li wan guhdarî dike, dibêje. [6661 uzun_bira] Mexwîne, lê behsa resiman bike. [6662 uzun_bira] Resimên Ronahî-yê pir xweşik in. [6663 uzun_bira] Ev jinik kî ye? [6664 uzun_bira] Bêje min Bavo, ev kî ye? [6665 uzun_bira] – Were berxa min, tu jî were, Celadet Beg dibêje û dixwaze Sînem jî li ser çoga wî rûne. [6666 uzun_bira] Lê nabe, zarok êdî mezin bûne, herdu bi hev re, nikarin li ser çogan rûnin. [6667 uzun_bira] Celadet Beg Cemşîd datîne erdê û bi xwe jî ji kursiyê peya dibe û li kêleka kursiyê rûdine. [6668 uzun_bira] Ew li zarokan dinihêre û paşê vedigere ser kovara nû ko bi navê Ronahî derketiye. [6669 uzun_bira] – Ev peyayê dirêj ko kincên eskerî lê ne, general De Gol e, ew serkanê Fransa aza û fermandarê ordiya aza ya Fransê ye. [6670 uzun_bira] Ev xanima kinik ko li kêlekê ye û serê xwe rakiriye û li General dinihêre, xudantaca Ingilîstanê, Qralîçe Elîsabet e. [6671 uzun_bira] Heçî ev sûreta çar kesên rûken e, ew balafirvanên Ingilîstanê ne, kincên wan yên balafirvanan e. [6672 uzun_bira] Ev sûreta kêlekê jî vapor û filûqeyên ingilîzî nîşan dide. [6673 uzun_bira] Ew nêzîngî li noqareke birîndar a îtalyanî dikin da ko wê hêsîr bigirin. [6674 uzun_bira] – Bavo, pir xweş e, Bavo, dom bike, Cemşîd dibêje... [6675 uzun_bira] Resim û sûretên hejmara yekemîn a Ronahî-yê, yên şer, yên agirê tofanê bûn. [6676 uzun_bira] Lê kêfa Cemo ji wan re dihat! [6677 uzun_bira] Ji bo wî, ew bi tenê resim bûn, ne tiştekî din. [6678 uzun_bira] Ji resiman ne dengê topan dihat ne jî bîhna xwîn û barûdê. [6679 uzun_bira] Lê şer, bi hemû xurtiya xwe, dewam dikir. [6680 uzun_bira] Hilweşîn û şewat ko bi ser ketibûn û zora heş û mantikê biribûn, li govendê bûn. [6681 uzun_bira] Herwekî şerê yekemîn ê cîhanê, dinya, dîsan, mîna hêlekanekê, di nav agirên şer de, diçû û dihat. [6682 uzun_bira] Bîhna mirin, agir û şewatê ji cîhanê dihat. [6683 uzun_bira] Heçî Lubnan û Sûriye bû, ketibû destê ingilîz û fransizên golîst. [6684 uzun_bira] Li Lubnan û Sûriyê, li der û dorên Şamê, şûrê ruhistîn, bêrawest, li dar bû. [6685 uzun_bira] Li Derhe, Xebaxib, Çiyayê Qesyûn, Mezê, Hims, Dêra-Zor, Reqe, Qamîşlok û Şamê pêveçûnên dijwar hatin pê. [6686 uzun_bira] Şam bombebaran bû. [6687 uzun_bira] Çend bombe li taxa me, Muhacirînê jî, hema çend sed mîtro ji me bi dûr, teqiyan. [6688 uzun_bira] Hin bombe jî li dora Mizgefta Emewî û tirba Selehedînê Eyûbî teqiyan. [6689 uzun_bira] Ji bîstan zêdetir xanî hilweşiyan, nêzîkî sed kesî hate kuştin. [6690 uzun_bira] Rojek ji wan rojan, danê êvarekê, Huseyma, di destan de çend berikên tifing û mîtralyozan, hate oda min a xebatê û gote, »Bavo, li van binihêre...« Wê ew li ser banê cîranan dîtibûn. [6691 uzun_bira] Min jî ew berikên vala, xatireyên şer, danîn nik berikên tijî yên demança xwe. [6692 uzun_bira] Şamî rojên bi tirs û lerz derbas kirin. [6693 uzun_bira] Lê dawiyê hêzên Mareşal Vişy ji mintiqê kişiyan û General De Gol û serekwezîrê Ingilîstanê Mr. [6694 uzun_bira] Çorçîl îstîklala Lubnan û Sûriyê îlan kirin. [6695 uzun_bira] Em kurd li kû bûn û me çi dikir? [6696 uzun_bira] Bê guman e ko cîhê me li nik cîhana aza û demokrasiyê bû. [6697 uzun_bira] Hem min hem jî kurdên din, bi xurtî, alîkariya hêzên demokrat kirin. [6698 uzun_bira] Tevî zabitên fransizên aza û ingilîzan, ez, çendîn caran, çûm aliyê Cizîrê, welatê kurdan û li wir me ji kurdan hêzên çekdar anîn pê da ko bi alîkariya hêzên aza rabin. [6699 uzun_bira] Ma şerê me kurdan ne ji bo demokrasiyê bû? [6700 uzun_bira] Ma daxwaz û doza me ne ji bo wê bû? [6701 uzun_bira] Ma derd û belayên me yên sedsalan hemî ne ji kêmanî û tunebûna demokrasiyê bûn?.. Piştî ko dinya hinekî li Sûriye û Lubnanê aram bû, min dest bi kovareke nû kir. [6702 uzun_bira] Bi alîkariya fransiz û ingilîezan. [6703 uzun_bira] Ez ê paşê bêm ser alîkariya wan û sebebên wê, lê me îmkan hebû ko me bikaribûya kovareke din jî derxista; gotinên kurdî ko winda bûbûn, ji goristanê hatibûn derxistin, bi rengên keskesorê hatibûn xemilandin, alfabeyeke hêsan û rewan bi cîh bûbû, xortên ko ji zimanê xwe hez dikirin û pê dinivîsîn, êdî, bi hez û coş, radihiştin pênûsê... Li vir divê ez navê wan bibêjim û keda wan jî berpêşî xwendevanên bi sebir ên Bîra Qederê bikim. [6704 uzun_bira] Kamuran, birayê min ê qederê, ji Parîsê hatibû û li Bêrûdê bi cîh bûbû. [6705 uzun_bira] Hema çi bigire her hefte me hevûdu didît. [6706 uzun_bira] Zimanê wî paqij û rewan, bîr û dîtinên wî kûr û balkêş bûn. [6707 uzun_bira] Wî ayetên dînê îslamê, yên mîna »Tefsîra Quranê û Hedîsên Cenabê Pêxember«, bi zimanekî gelekî xweş, werdigerandin kurdî. [6708 uzun_bira] Roger Lescot, dîplomat û orîyentalîstê fransiz ko min jê re digot »Lezgîn Axa«, hebû. [6709 uzun_bira] Ew gelekî dostê me bû û dilê wî gelekî bi rewşa kambax a ziman û edebiyata kurdî dişewitî. [6710 uzun_bira] Wî bi fransizî û kurdî bendên hêja dinivîsîn û folklora kurdî vediguhezand ser kaxizan. [6711 uzun_bira] Rûşen, dotmama min a jînê, alîkara jîna min, kumandara mala min, hebû. [6712 uzun_bira] Wê, bi navê »Rewşen Bedirxan« li ser jina kurd bendên balkêş dinivîsîn. [6713 uzun_bira] Benda wê »Kebanî û Mamoste« deng dabû. [6714 uzun_bira] Osman Sebrî hebû, lawê eşîran, maxrûr û bi xwe bawer. [6715 uzun_bira] Ji herkesî bêtir, wî, bi zimanê xwe yê paqij, pênûsa xwe ya zelal, alîkariya min dikir. [6716 uzun_bira] Xortekî nûgihîştî, Nuredîn Usif hebû, birayê kiçik ê Dr. [6717 uzun_bira] Nazîf, xortê çeleng ê bi bejn û bal, bi zar û ziman. [6718 uzun_bira] Nûredîn ko di pêşa min de sunet bûbû û gava kêr lêketibû, serê xwe zîvirandibû û ji min re, bi ken, gotibû, »Mamo kirîv, ez natirsim«, gelekî serwext û ziman û edebiyathez bû. [6719 uzun_bira] Wî çîrokên gelekî xweş dinivîsîn û loma jî min jê re digot, »Çexovê kurdan...« Xortekî din hebû; Qedrî Can, derketiyê Dêrika Mazî, şaîrê zimanê birîndar. [6720 uzun_bira] Çend seyda û meleyên me hebûn; Cegerxwîn, Mele Hesenê Hişyar, Ehmedê Namî, Mele Enwer... Wan jî, bi şihîrên xwe, rûpelên edebiyata kurdî yên neçar dewlemend dikirin. [6721 uzun_bira] Seyda Cîgerxwîn ko her carê bi qasî deh şiîran, bi destnivîsa xwe ya ko bi xaçeriyên herî dijwar dişibiyan, dişandin, pênûsa xwe mîna şûr ji kalan kişandibû û bi kar dianî. [6722 uzun_bira] Û niha navê wan nayê bîra min, lê hîn gelek kesên din hebûn ko dihatin alîkariyê... Hîngê çima me dê dest bi kovareke din nekira û dilopeke din li behra miçiqî ya edebiyata kurdî zêde nekira? [6723 uzun_bira] Û dîsan rojeke biharê, yekê nîsana 1942-an, xweha Hawar-ê, xweha Sînem û Cemşîd, Ronahî hate dinê. [6724 uzun_bira] Ez, yanî Celadet Alî Bedirxan, yanî neviyê Mîr Bedirxanê derketî û kurê Emîn Alî Bedirxanê li welatê xerîbiyê wefatkirî, yanî lawê welatên xerîb ko mîna Goethe, min di xewnên xwe de jî digot, »mehr licht«, hewcedarê tîrêjên ronî bûm. [6725 uzun_bira] Min hewcedarî bi ronahiyê hebû. [6726 uzun_bira] Me, kurdên jihevketî û derketî, hewcedarî bi ronahiyê hebû. [6727 uzun_bira] Jîna kurdî ko ketibû binê bîreke kûr û tarî, hewcedarî bi ronahiyê hebû. [6728 uzun_bira] Gotinên kurdî ko birîndar û stûxwar bûn û di bin axa reş de mabûn, hewcedarî bi ronahiyê hebûn. [6729 uzun_bira] Mehr licht... yanî hinekî din ronahî. [6730 uzun_bira] Yanî xweha nû Ronahî. [6731 uzun_bira] Di tariya şevê ya şer de, Rohanî zabû... Bi weşandina Ronahiyê me di tarîxa çapa kurdî de gaveke nû avêt. [6732 uzun_bira] Kovara nû bi sûret û resim bû. [6733 uzun_bira] Resimên ko Cemşîd û Sînemê jê hez dikirin, rûpelên wê dineqişandin. [6734 uzun_bira] Bi vê kovara nû dilop dibûn dudo. [6735 uzun_bira] Du dilopên behreke miçiqî. [6736 uzun_bira] Lê digel her tiştî, du dilopên zelal û hênik ko hinekî tîna mirovan dişikan... du dilopên ko hebû ko rê li dilopên nû vekirina... ko hebû ko rê li min jî vekira ko min dîsan deftera romana xwe Heyveronê ji berkêşka masê derxista, kes û şexsan, dewr û dewran, war û wêran, tahm û rengan bixistina nav hev û çîroka şevê ko bi tîrêjên heyveke ronî diçirûsî, binivîsa... [6737 uzun_bira] – Bavo, Cemşîd ji vî hez dike, Cemşîd dîsan destê xwe davêje rîha Celadet Beg û dibêje. [6738 uzun_bira] Bavo, ev çi ye? [6739 uzun_bira] – Ev sîwanvanekî aza ye. [6740 uzun_bira] Vî eskerî xwe ji balafirê avêtiye, sîwana xwe vekiriye û pê hêdî hêdî dadikeve erdê. [6741 uzun_bira] Te niha fahm kir? [6742 uzun_bira] – Himmm, Cemşîd serê xwe dihejîne û destê xwe îcar dibe berçavikên bavê xwe. [6743 uzun_bira] Celadet Beg lawê xwe hembêz dike, wî radimûse û paşê berçavikên xwe ji çavên xwe derdixe û wî davêje erdê û pê dilîze. [6744 uzun_bira] Bav û law, li erdê, li ser mehfûran, dilîzin. [6745 uzun_bira] Cemşîd dikene. [6746 uzun_bira] Sînem jî tê hawara Cemşîd û xwe davêje ser bavê xwe. [6747 uzun_bira] Lê bav zora wê jî dibe. [6748 uzun_bira] Celadet Beg zarokan mist dide, bîhn dike, hembêz dike, guh, bîvil, enî û çavên wan maç dike. [6749 uzun_bira] Bîhna xweş a zarokan, çermê tenik ê bedena wan a mîna şitila rihanê, kenê wan ê paqij, gotinên wan ên mahsûm... [6750 uzun_bira] – Bavo, bes e, bes e, Cemşîd dikene û dibêje. [6751 uzun_bira] Min got, bes e, Cemo dibêje te, bes e... [6752 uzun_bira] – Bes e, spas. [6753 uzun_bira] Garsonê bejndirêj ko bi ûsil qahwe tijî dike, bi serê xwe, silav dide û pêlepaş dere. [6754 uzun_bira] Celadet Beg, Kamuran Beg, Roger Lescot û Yusif Malik, li Lubnanê, li navçê Rasel Metn ko li kêleka geliyên kûr û benderên çiyan e, di aşxaneyeke kevnar a durzî de rûniştine û qahwa piştî şîva êvarê vedixwin. [6755 uzun_bira] Yusif Malik, nivîskar û rojnamevanê nas û bedengirs, ko bi eslê xwe asûrî ye û li Bêrûdê dijî, dostekî nêzîk ê Celadet û Kamuran Began e. [6756 uzun_bira] Wî dil heye, bi navê »Alhurrya-The Liberty«, bi erebî û ingilîzî, dest bi rojnameyeke hefteyî bike. [6757 uzun_bira] Wî hewcedarî bi alîkariya hevalên xwe heye. [6758 uzun_bira] Bi vê munasebetê, wî hevalên xwe, di dereke sakîn de, ezimandine şîvê. [6759 uzun_bira] – Alhurrya dê bibe dengê hemî miletên bêkes û bindest, ew, bi destê xwe yê rastê, porê xwe yê ber pi paş şehkirî, rast dike û dibêje. [6760 uzun_bira] Celadet Beg herdu kovarên xwe li Şamê diweşîne. [6761 uzun_bira] Kamuran Beg li vir dest bi kovara xwe Roja Nû kiriye û du hejmar, bi kurdî û fransizî, derxistine. [6762 uzun_bira] Bi xêr, çaxa em jî Elhurrya bi erebî û ingilîzî derxin, hingî ev hemî dê hevûdu temam bikin. [6763 uzun_bira] Ew ê hemî, bi hev re, bibin kursiya jibîrbûyiyan. [6764 uzun_bira] Aşxana ko bêtir cîhê mal û malbatan e, hêdî hêdî, vala dibe. [6765 uzun_bira] Garsonên ko cil û bergên rengîn ên durzî li xwe kirine, di navbera masan de digerin û mase vala dikin. [6766 uzun_bira] Li ser masa Yusif Malik û hevalên wî jî, ji çend teyfikên meze, meywe, fûl û humusê pê ve, tiştek nemaye. [6767 uzun_bira] Çima fûl û humus li ser masê ye? [6768 uzun_bira] Kes pê nizane. [6769 uzun_bira] Tevî ko kesî destê xwe nedaye wan, ew hê jî li ser masê ne. [6770 uzun_bira] Mase li kêleka pencereyên pir fireh e. [6771 uzun_bira] Der di nav tariya şevê de ye, bi tenê stêrk ji esmanan diçirûsin. [6772 uzun_bira] Û carina ronahiya lampeyên ereban ji dûr ve dixuyin. [6773 uzun_bira] Ji penceran jî agirê findên ko li ser masê ne û êdî ber bi xelasbûnê derin, dixuyê. [6774 uzun_bira] – Şer hê dewam dike, Yusif Melik dibêje, lê dinya westiyaye, ez welê bawer im, dawiya şer jî, mîna van findan, tê. [6775 uzun_bira] Lê em, kurd, asûrî, ermen, çerkez, cihû, filistînî, durzî, elewî, marûnî, dîsan, bêzar û bêziman, bêxwedî û bêkursî ne. [6776 uzun_bira] Me jî heq û hiqûq, maf û doz lazim e. [6777 uzun_bira] Kî dê bi doza me rabe? [6778 uzun_bira] Heşê min tiştekî ji dinya kambax a westiyayî nabire... [6779 uzun_bira] Bi gotina dostê min ê dilşikestî, lê ziravbihîstiyar, bû. [6780 uzun_bira] Ma wexta kê, di nav agirê şer de, ji bo milet û gelên biçûk û bêkes, hebû? [6781 uzun_bira] Dinyayê »Strana Mirinê« ko min ji Lamartine wergerandibû kurdî û di hejmareke Hawar-ê de weşandibû, dinihwirand; »Yê ko tê mîna şev û roja borî ye / Carna êş û xebat û kêf û şahî / Carna ax û of û girîn / Carna di nav gul û gîhê / Carna di nav ax û herî / Û dawî... şeva tarî bi ser me de tê...« Di heyama strana mirinê de gel û komên ko şelpa mirinê xwarine dikarin çi bikin? [6782 uzun_bira] Tu bi lihîstina setrencê dizanî... Di wan rojan de, dinya bûbû textê setrencê; şah û fîl û ferzîn rabûbûn hev, ew bi rim, gurz û şeşperiyan ketibûn nav hev, birc hildiweşiyan, ferzîn hêsîr diketin, siwar ji hespan, peyar ji newalan diketin û esker jî li ber lingan diçûn. [6783 uzun_bira] Heçî miletên bêpişt û bindest bûn, di vê lehîstika setrencê de, esker bûn. [6784 uzun_bira] Şah û ferzînan ew dajotin pêş. [6785 uzun_bira] Di vê lehîsteka mirinê de, qîmeta kurdan jî, li gora awirê Tirkiyê diguherî. [6786 uzun_bira] Di destpêka şer de, Tirkiyê bi dewletên hevalbend re peymaneke dostiyê anî pê. [6787 uzun_bira] Hingî buhayê kurdan ket. [6788 uzun_bira] Lê demên dawiyê, Tirkiye vegeriya ser siyaseta xwe ya kevn a Osmanî û bi alemanan re tifaqeke dostiyê îmze kir. [6789 uzun_bira] Hingî jî qîmeta kurdan li nik hevalbendan zêde bû. [6790 uzun_bira] Bi gotina kalemêran, kela şorbê rabûbû û hewcedarî bi keskê hebû!.. Di heyama strana mirinê de, qeyideyên setrencê derbas dibûn, ne tiştekî din. [6791 uzun_bira] Gava buhayê kurdan dîsan zêde bû, ingilîz û fransizan, mîna dewlet, nêzîkî li me kirin. [6792 uzun_bira] Sansora tûnt hilanîn, rê li me vekirin ko em bi karên rêxistinî û çapemeniyê rabin, hin îmkanên çapê dan me. [6793 uzun_bira] Hevalên me yên siyasî şixulên xwe yên siyasî xurttir kirin. [6794 uzun_bira] Me jî dest bi weşanên nû kirin. [6795 uzun_bira] Kamuran jî li Bêrûdê dest bi weşandina rojnameyeke hefteyî Roja Nû kir. [6796 uzun_bira] Dîsan wî û hevalên wî yên kurdên Lubnanê, dest bi radyoyeke kurdî kirin. [6797 uzun_bira] Radyo heftê du rojan, roja çarşemb û înê, li ser pêlên kurt û navîn, diweşiya. [6798 uzun_bira] Wan ji min jî alîkarî xwestibûn. [6799 uzun_bira] Min bendên sereke yên Roja Nû dinivîsîn û nûçeyên şer ko min ji bo Hawarê jî hazir dikirin, didan radyoyê. [6800 uzun_bira] Loma, hema çi bigire her hefte, ez diçûm Bêrûdê. [6801 uzun_bira] Gava ez digiham Bêrûdê, min hejmara telefona Kamuran, 84 41, dizivîrand û xebera hatinê bi wî digihand da ko ew jî bihata sûkê. [6802 uzun_bira] Ji ber ko her cara ez diçûm Bêrûdê, min kaxizên çapê jî bi xwe re dibirin. [6803 uzun_bira] Kamuran dihat, me para Roja Nû ya kaxizan hildida û yên din jî di sûkê de difirot. [6804 uzun_bira] Hêzên hevalbend ew kaxiz didan me da ko me kovarên xwe biweşandina. [6805 uzun_bira] Lê me nîvê kaxizan bi kar dianî û nîvê din jî di sûka reş de, ji bo debara xwe, difirot. [6806 uzun_bira] Tevî ko Kamuran awikatî dikir, Rûşenê mamostahî û min jî awikatî û tercumanî, çu carê, perê me, bi qasî qîma me, çê nedibû û mesrefa weşanan jî bêpayan pir bû. [6807 uzun_bira] Loma, belê bi tenê loma, qorîna quling ji derdan bû... [6808 uzun_bira] – Mixabin, ne ez, ne kekê min Celadet û ne jî Mr. [6809 uzun_bira] Lescot dikarin bi erebî û ingilîzî binivîsin, Kamuran Beg, bi destmaleke spî, lêvên xwe û simbêlên xwe yên zirav paqij dike û dibêje. [6810 uzun_bira] Jê pê ve, yanî ji vê kêmaniya me pê ve, te çi daxwaz hebe, em bi te re ne û em ê pê rabin... Ma ne welê ye? [6811 uzun_bira] Celadet Beg û Mr. [6812 uzun_bira] Lescot jî serê xwe dihejînin û wî tesdîq dikin. [6813 uzun_bira] – Hingî ez ê tavilê dest bi xebatê bikim, Yusif Melik bi kêfxweşî dibêje, bi tenê navê we, hebûna we, ji bo rojnamê quweteke mezin e. [6814 uzun_bira] Û paşê jî ew destê xwe hildike û ji garson hesabê dixwaze. [6815 uzun_bira] Di wê navberê de, Celadet Beg ji berîka çakêtê xwe kaxizekê derdixe û dide Kamuran Begê ko li hember, kêleka Mr. [6816 uzun_bira] Lescot rûniştiye. [6817 uzun_bira] – Benda min e, Celadet Beg dibêje. [6818 uzun_bira] Ji bo hejmara sisiyan a Roja Nû. [6819 uzun_bira] Min dil heye, ez îşev vegerim Şamê. [6820 uzun_bira] Min bêriya zariyan kiriye. [6821 uzun_bira] Tu wê werbigire û li gora dilê xwe rast bike. [6822 uzun_bira] Kamuran Beg kaxizê ber bi findê dike, lê dinihêre û pê re dixwîne. [6823 uzun_bira] – Abi, te şiîra Bavo nivîsiye, ew dibêje. [6824 uzun_bira] Şiîra ko Bavo ji Mamê me Mîqtet re şandibû. [6825 uzun_bira] Paşê jî Kamuran Beg kaxiz datîne, rûyê xwe ber bi Mr. [6826 uzun_bira] Lescot dike û şiîra dirêj, ji ber, dixwîne; pêrûz ji te re hezar cara, ev deng e niha li nav yara, mizgîniya vê cerîdeya qenc, şabaş dibîtin çiqa hebit genc... Piştî ko ew xwendina şiîrê xelas dike, ew dîsan kaxizê dixe destê xwe û lê dinihêre û bi tenê dibêje, »şiîra Bavo, şiîra Bavo...« [6827 uzun_bira] Celadet Beg, bi ken, li birayê xwe dinihêre, dilopên dawîn ên qedeha xwe ya konyaka courtoise vedixwe û li Mr. [6828 uzun_bira] Lescot û Yusif Melik vedigere û dibêje, [6829 uzun_bira] – Birayo Kamuran... birano... tarîx dubare dibe, qedera me Bedirxaniyan hertim yek û eynî ye... Sala 1898-an, mamê me Mîdhet li Kahîrê rojnameya xwe Kurdistan-ê diweşîne. [6830 uzun_bira] Ew ji birayê xwe yê mezin Emîn Alî Beg ko hingî li Stembolê dijî û me mezin dike, nivîsan dixwaze. [6831 uzun_bira] Bavê me nikare bi navê xwe binivîse, lê ew li mala me ya Kiziltoprakê, li oda xebatê, rûdine û jê re, bi navê »Lawê Şêx E. [6832 uzun_bira] Fetah« vê şiîra hanê dinivîse û dişîne. [6833 uzun_bira] Niha jî birayê min ê kiçik, 45 salan bi dû nivîsîna şiîra Bavo re, ji min, ji bo rojnameya xwe, nivîsan dixwaze. [6834 uzun_bira] Ma ji vê şiîrê xweştir çi xwençe heye ko ez bikaribim bidim birayê xwe yê kiçik?.. Kî çi dibêje, bila bibêje, tarîx her dubare dibe... [6835 uzun_bira] Kî çi dibêje, bila bibêje, tarîx her dubare dibe, Monîka, kelgirî, li ber xwe dinihêre û dibêje. [6836 uzun_bira] Tiştê ko di şerê yekemîn de bi me alemanan qewimî, dê îcar jî, bi me biqewime. [6837 uzun_bira] Tê bîra we, gava Nietzche rexne li alemanan digirt, wî digot; her mirovî, her miletî du alî hene, aliyê ronî û aliyê tarî. [6838 uzun_bira] Çaxa aliyê tarî zora aliyê ronî bibe, hingê jiyan ji bo wî kesî û miletî dûjeh e... Qedera me alemanan jî weha ye; tariya dûjehê, xelekên agirên dûjehê... Şewat, hilweşîn, xirbe û kavilkirin, mirin û kuştin... Ez çi bibêjim?.. şerm dikim, bi tenê şerm dikim... [6839 uzun_bira] Schatz Monika, li van deran, haya me zêde ji bûyeran nîn e, tiştên ko em pê dihesin, ji destê çaran, pêncan digihên me, Kamuran Beg li Monikayê dinihêre û dibêje. [6840 uzun_bira] Gotinên te me mat dike... Çawan dibe? [6841 uzun_bira] Miletekî mîna yê aleman ko hertim bi mantik û heşliserî bûye, çawan dikare evçend nizm be? [6842 uzun_bira] Ez nizanim, ez nizanim... Na, ez dizanim, ez dizanim, lê taqeta min a gotinê nîn e. [6843 uzun_bira] Jixwe li hember van bûyerên şer û kirinên me alemanan tu qîmeta gotinê jî nemaye... Felaket e, bi tenê felaket e... do jî weha bû, îro jî weha ye... Felaketê mohra xwe li eniya me alemanan xistiye, tu rizgarî, tu xelasî nîn e... [6844 uzun_bira] Monika, xwe mewestîne, Celadet Beg ko li kêleka wê rûniştiye, destê wê yê çepê dixe nav herdu lepên xwe û dibêje. [6845 uzun_bira] Hinekî bîhna xwe berde, were ser xwe. [6846 uzun_bira] Paşê em ê bipeyivin... [6847 uzun_bira] West? [6848 uzun_bira] Bîhnberdan?.. nein, nein, mein fürst... Tu behsa Monika berê ya Munîxê dikî. [6849 uzun_bira] Ez hew ew Monika me. [6850 uzun_bira] West, bîhnberdan, îsrehet... evana ji bo mirovên normal in. [6851 uzun_bira] Vî şerî tu tiştê normal nehiştiye. [6852 uzun_bira] Haya we jê nîn e, ji tiştekî nîn e. [6853 uzun_bira] Ev xeberên ko hûn dibihîsin, dixwînin, tu tiştî nabêjin. [6854 uzun_bira] Haya we ji kampên êsîran, hemamên gazê, firûnên şewitandina merivan, çalên kuştiyan, qirkirina bi milyonan cihûyan heye?.. Mein Gott, mein Gott!.. [6855 uzun_bira] Monîka hatibû. [6856 uzun_bira] Hevala min a rojên Munîxê, hevriya min a dersên Nietzche û evîna min a roj û şevên birçî, ji nişkekê ve, hatibû Bêrûdê. [6857 uzun_bira] Haya min û Kamuran ji tiştekî nîn bû. [6858 uzun_bira] Wê rojê, danê sibê, gava telefona Kamuran lêket, ez jî li mala Kamuran, li salona wî niviyabûm. [6859 uzun_bira] Ez û Kamuran saet sisiyê şevê vegeriyabûn malê û heta ber destê sibê, li ser gramera kurdî ko em lê hûr dibûn, xebitîbûn. [6860 uzun_bira] Lê bi dengê tîz ê telefonê, ez jî hişyar bûm. [6861 uzun_bira] Telefon ji balyozxana Amerîkayê bû. [6862 uzun_bira] Dîplomatekî Amerîkayî behsa banûyeke alemanî, Monika Karlfeld, dikir. [6863 uzun_bira] Banû li Bêrûdê bû û li Mr. [6864 uzun_bira] Kamuran Bedir-Khan dipirsî... Mala Kamuran li navenda bajêr, li ser kolana Weygandê bû. [6865 uzun_bira] Bi lez, me xwe da hev û em ji malê derketin. [6866 uzun_bira] Tevî ko rê ne dirêj bû, me texsiyek ji rê vegerand, em lê siwar bûn û çûn balyozxanê. [6867 uzun_bira] Piştî demeke çûn û hatinê, eskerên çekdar em birin hundir. [6868 uzun_bira] Li wir jî dîplomatekî navsal û bejndirêj em birin odeyekê ko li bexçê dinihêrî. [6869 uzun_bira] Monika, di nav kincên reş de, tûlekî reş li serî, li odê, rûniştibû. [6870 uzun_bira] Çaxa çavê wê bi me ket, wê xwe, bi carekê, avêt ser me. [6871 uzun_bira] »Mein fürst, Celadet, du auch!« wê got û dest bi giriyê kir... Welê dixuya ko wê nizanîbû ko ez ê jî li Bêrûdê bûma. [6872 uzun_bira] Monîka reben... Ew bi qasî mistekê mabû. [6873 uzun_bira] Cil û bergên wê jê diketin. [6874 uzun_bira] Qermîçokên enî, binçav û rû pir kûr bûn. [6875 uzun_bira] Çav ketibûn kortê. [6876 uzun_bira] Ji ew Monika min a çavşêrîn, bejndirêj, gerdan û bedenxweş tu tişt nemabû. [6877 uzun_bira] Monika ku, li odê, xwe avêtibû hembêza min, pîrejineke jar, kin û reben bû... Monika digiriya, mîna ko zelzele bi bedena wê ketibe, ew welê diheziya û bi qîrîn digiriya... Kamuran navnîşana xwe nivisî, da dîplomat û ez ketim milê Monikayê û em ji wir derketin û dîsan hatin malê. [6878 uzun_bira] Monika ji goristanê, ji zeviyên mirinê, ji bêndera ruhistîn dihat. [6879 uzun_bira] Wê alîkarî li tevgereke arîstokrat a alemanî kiribû da ko Adolf Hitler, bi siûîkastekê, bikujin. [6880 uzun_bira] Lê tevger bi ser neketibû. [6881 uzun_bira] Tevî ko gelek kes miribin û Hîtler jî birîndar bûbû, tevgera arîstokratan têkçûbû. [6882 uzun_bira] Piraniya kesên tevgerê ko ji zabitên bilind, arîstokratên kevnare û karbidestên gelekî dewlemend bûn, hatibûn girtin û kuştin. [6883 uzun_bira] Monîka jî, tevî du hevalên xwe, bi hezar zehmetiyên ko nayên heşê mirovan, xwe gîhandibû girava Maltayê. [6884 uzun_bira] Hevalên wê li wir mabûn da ko ji wir jî herin Amerikayê, ew jî, bi alîkariya Amerikayiyan, ji bo me, hatibû Bêrûdê. [6885 uzun_bira] Kê digot ko dinya mezin e? [6886 uzun_bira] Tu bibêje, hema piştî bîst salan, ji nişka ve, guherî, pir guherî, em gihabûn hev. [6887 uzun_bira] Lê tiştên ko Monikayê behs dikirin ne îşê aqilan bû. [6888 uzun_bira] Li Rohilatê kesî behsa wan bûyeran nedikir. [6889 uzun_bira] Bûyerên şer, li Rohilatê, bi çend rêzên nivîskî vediguhezîn şêniyan. [6890 uzun_bira] Hema çi bigire, haya kesî ji qirkirina miletekî, cihûyên derketî yên hezar salan, nîn bû. [6891 uzun_bira] Monikayê behsa mirovan, şexsan, ruh, heş, êş, jan, pejn û dengên însanan dikir, ne ya rêzên nivîskî yên xeberên şer... Dilê min, bi her gotina Monikayê, bi her hêstira ko ji çavên wê dibarî, diguvişî. [6892 uzun_bira] Ji bilî »na, nabe, çawan dibe« me nizanîbû ka me dê çi bigota. [6893 uzun_bira] Li gora ko Monikayê digot, li her aliyên welatê alemanan û cîhên ko wan vegirtibûn, kampên mirinê hatibûn pê û di wan kampan de, her roj, bi hezaran cihû, dihatin şewitandin. [6894 uzun_bira] Belê, şewitandin!.. Bi sed hezaran, heye ko bi milyonan cihû hatibûn kuştin. [6895 uzun_bira] Ne bi tenê cihû, lê kesên ji miletên din û nemaze qereçî jî, bi deh hezaran, dihatin kuştin. [6896 uzun_bira] Min û Kamuran bi birînên qetlîam û qirkirinê dizanîbû. [6897 uzun_bira] Di salên me yên xortiyê de, milyon û nîvekê ermen û sê sed hezar kurd qir bûbûn. [6898 uzun_bira] Me bi bîhna hilma mirinê dizanîbû. [6899 uzun_bira] Loma jî her gotineke Monikayê dibû kozeke agir. [6900 uzun_bira] Cihû... Hê di sala 1942-an de, di şeveke pûk û seqemê de, min bendeke dirêj, bi gotinên nîvmirî yên kurdî, bi navê »Zilamek û Zimanek« nivisî û tê de qala serpêhatiyên cihuyan, Tewrat, zimanê wan ê mirî, vejandina zimanê wan û Elyêzer bin Yehûda, mêrxasê ko ziman vejand, kir. [6901 uzun_bira] Ew bend, yek ji nivîsarên min ê herî baş e. [6902 uzun_bira] Ji ber ko min ew, di şevên tarî de, bi hevaltiya kuliyên spî yên berfê, bi hemû hîs û kela xwe, nivîsî. [6903 uzun_bira] Hê niha jî tê bîra min, tê de, min weha digot; »Yehuda ferhenga miletê xwe çêkir û bêjeyên ko di zimanekî mirî de nîn in, ew jî pêk ve anîn. [6904 uzun_bira] Zimanê îbranî jî di nav cihiyan de belav bû. [6905 uzun_bira] Di sala 1922–an de, gava Elyêzer bin Yehûda mir, zimanê îbranî yê ko berî 30-40 salî zimanekî mirîbû, bûbû zimanê miletekî. [6906 uzun_bira] Ev ziman îro di Felestînê û di rex erebî û inglîizî de zimanekî resmî, zimanê dewlet û hikumetê ye jî...« Û paşê jî min tê de weha digot, »îro hînbûna xwendin û nivisandina zimanê mader ji bo her miletî êdî ne bi tenê wezîfeyeke şexsî lê wezîfeke milî ye jî. [6907 uzun_bira] Heçî bi vê wezîfê ranebûne wezîfa xwe ya milî pêk ve neanîne û bi kêrî miletê xwe nehatine« û min li kurdan şîret dikir ko ew ji Elyêzer bin Yehûda dersan werbigirin... Me dê çi bigota? [6908 uzun_bira] Me bi tenê li Monika xemgir, hevala min a comerd ko di nav bîst salan de bûbû pîrejineke porspî, guhdarî dikir... Xelekên agirê şer bi canê cihiyan ketibû. [6909 uzun_bira] Cihû dişewitîn, dûmana ko ji cendekên wan bilind dibû, bi esmanan digihîştin... [6910 uzun_bira] Monika ava ko Kamuran Beg aniye vedixwe, ew çend tayên porê xwê yê kin û spî ko bi ser çavên wê ketine, dide alî, serê xwe radike û li hevalên xwe yên salên bîstan dinihêre. [6911 uzun_bira] Ew, bi nêrîneke kûr, lê vala, dixwaze bikene. [6912 uzun_bira] Lê nabe. [6913 uzun_bira] Qermîçokên rûyê Monikayê halê wê dide dest. [6914 uzun_bira] Ji der ve, dengê erebe û şêniyan tê. [6915 uzun_bira] Kamuran Beg radibe û pencerê digire. [6916 uzun_bira] Monika çavên xwe yên werimî li salona biçûk digerîne. [6917 uzun_bira] Çavê wê bi hersê fotografên ko li ser masa xebatê ya Kamuran Beg e, dikeve. [6918 uzun_bira] Yek ji fotografan a Emîn Alî Beg, Samîha Xanim û Meziyetê ye. [6919 uzun_bira] Emîn Alî Beg û Samîha Xanim rûniştine, Meziyet jî li paş wan, li pê sekiniye. [6920 uzun_bira] Fotografa dudiyan a malbata Celadet Beg e; ew, Rûşen Xanim, Sînem û Cemşîd bi hev re ne. [6921 uzun_bira] Sînem û Cemşîd li ser çogên bavê xwe rûniştine. [6922 uzun_bira] Fotografa din jî ya Safter e. [6923 uzun_bira] Di nav çarçeweke zêrhêlî ya biçûk de, Safter li pê sekiniye, lingê xwe yê rastê daniye ser darekê, xwe xwar kiriye, destê xwe daniye ser çoga xwe ya rastê û dikene. [6924 uzun_bira] – Cara dawîn, min Safterê rûken di bihara sala 1941-an de ziyaret kir, Monika bi destmaleke fireh, bîvila xwe paqij dike û dibêje. [6925 uzun_bira] Ez û Pêlikanê ko bi rojnamevanekî nas re zewicîbû, bûbû xwedî du zarokan û navê lawê xwe Safter lêkiribû, çûn Haidelbergê, ser tirba Safter. [6926 uzun_bira] Ew şitilên sorgulan ko Pêlikanê çandibûn, mezin bûbûn. [6927 uzun_bira] Sorgulan bîhn didan... Piştî wê rojê, min hew Safter û Pelikan dîtin. [6928 uzun_bira] Paşê min bihîst ko Gestapo Pelikan jî girtiye, lê ez nizanim ka xeber rast bû yan na. [6929 uzun_bira] Eger rast be jî çi bi serê wê de hat? [6930 uzun_bira] Ez pê nizanim. [6931 uzun_bira] Misîbet, misîbetên ko li me qewimîne, nayên gotin... Ez şerm dikim... ez... ich... [6932 uzun_bira] Monika nikare gotina xwe dewam bike. [6933 uzun_bira] Ew dîsan dest bi giriyê dike. [6934 uzun_bira] Bi qîrîn û zarîn. [6935 uzun_bira] Celadet Beg dixwaze jê re tiştekî bibêje, lê Kamuran Beg nahêle, ew bi destan îşaret dike da ko ew bihêlin, Monika bigirî. [6936 uzun_bira] FOTOGRAF 15: Ela bela bin mehmûdî... Her yer karanlýk... Je t-entende toujour, son tour... Ka banê me yê ezîzan, kanî war, kanî lo lo, lê lê li ku, kanî deng... [6937 uzun_bira] Xezal... Çavên wê... Fotografa 15-an a Bîra Qederê gelekî biçûk e. [6938 uzun_bira] Heye ko ew biçûktirîn wêneya hemû romanê ye. [6939 uzun_bira] Di vê fotografê de çar kes hene; Celadet Alî Bedirxan, du eskerên reşik ên fransiz û yekî din. [6940 uzun_bira] Serê kesê çaremîn ê fotografê ko kincên siwîl lê ne, nexuyaye. [6941 uzun_bira] Roger Lescot, fotografkêşê vê fotografê, serê kesê çaremîn dernexistiye. [6942 uzun_bira] Hemû bedena girs heta qirikê di fotografê de ye. [6943 uzun_bira] Lê serî nîn e. [6944 uzun_bira] Ew kî ye? [6945 uzun_bira] Çima serê wî derneketiye? [6946 uzun_bira] Kî pê dizane! [6947 uzun_bira] Lê di vê fotografa biçûk a reş û spî de, tiştê herî balkêş xezaleke biçûk e. [6948 uzun_bira] Xezaleke biçûk ko di nav destên eskeran de, li ser erdeke qiraç, bi çavên gelekî balkêş, li kamerayê dinihêre. [6949 uzun_bira] Esker jî li ser totikan rûniştine û bi kêfxweşî li kamerayê dinihêrin. [6950 uzun_bira] Ew dikenin. [6951 uzun_bira] Ew bi ser ketine; xezal, bi saxî, hatiye girtin. [6952 uzun_bira] Ew xezala girtî, bi serfirazî, nîşan didin. [6953 uzun_bira] Heçî Celadet Beg, rengê rûpelên Bîra Qederê, ye, li pê ye. [6954 uzun_bira] Lê ew li ser xezalê xwar bûye û xezal, ji stirîhan, pêgirtiye û li kamerayê dinihêre. [6955 uzun_bira] Ji rawestê dixuye ko kesê çaremîn ê bêserî jî li kamerayê dinihêre. [6956 uzun_bira] Xezal navenda vê fotografê ye. [6957 uzun_bira] Heye ko loma, yanî ji bo ko xezal baş bixuyê, kesê çaremîn bêserî derketiye. [6958 uzun_bira] Roger Lescot ko ji hal û hewalê fotograf û fotografkişandinê nizane, çavika kamerayê di ser xezalê de rawestandiye. [6959 uzun_bira] Pêwendiyeke xurt di navbera kesên vê fotografê û kamerayê de heye. [6960 uzun_bira] Hemû bi dîqet li kamerayê dinihêrin. [6961 uzun_bira] Xezala biçûk jî, matmayî, li kamerayê dinihêre. [6962 uzun_bira] Lê xezal û nêrîna wê... Xezal di nav destan de ye. [6963 uzun_bira] Destên ecêb, xerîb û nenas ew ji qiloç û lingan girtine. [6964 uzun_bira] Kesên nenas li dora wê civiyane û wê, maxrûr û serfiraz, nîşan didin. [6965 uzun_bira] Ew girtî ye. [6966 uzun_bira] Di vê kurtedema kişandina fotografê de ew çi hîs dike? [6967 uzun_bira] Kî dizane! [6968 uzun_bira] Xwezî zimanê wê yan jî zimanê vê fotografê hebûya û bikaribûya hîsên wê, ji bo xwendevanên Bîra Qederê, bigota. [6969 uzun_bira] Lê mixabin, fotograf napeyivin, ew bi tenê nîşan didin. [6970 uzun_bira] Ev fotografa ko Mr. [6971 uzun_bira] Lescot bi kameraya xwe ya biçûk, bi lez û ji bo Florens û Rewşen Xaniman, kişandiye, du çavên germ, şêrîn û reş ên xezalekê nîşan dide. [6972 uzun_bira] Nêrîna xezalê ecêb germ e, bêpayan kûr e. [6973 uzun_bira] Lê di eynî wextê de, nêrîna wê sar e, pir sar e. [6974 uzun_bira] Xezal ditirse. [6975 uzun_bira] Xezal dîl e, bêgav û bêçare ye. [6976 uzun_bira] Nêrîna wê nêrîna dîl, bêgav û bêçaran e. [6977 uzun_bira] Fotografa ko dê bibe xatirayeke biçûk a salên ber bi 1950-an, nêrîneke zîz berpêş dike. [6978 uzun_bira] Herdu eskerên reşîk, di nav kincên xwe yên boz ên eskerî de, li dora xezalê rûniştine û dikenin. [6979 uzun_bira] Di nêrîna wan de, biserketin heye, serfirazî û kêfxweşiya gihîştina hedefan heye. [6980 uzun_bira] Lê di nêrîna Celadet Beg de ko di navbera herdu eskeran de rawestaye û bi destan ji qiloçên zirav ên xezalê girtine, ew kêfxweşî û serfirazî naxuyê. [6981 uzun_bira] Ew xwar bûye û li kamerayê dinihêre, bi tenê dinihêre. [6982 uzun_bira] Nêrîna wî ne mîna nêrîna xezalê ye ne jî mîna ya eskeran. [6983 uzun_bira] Bi tenê aram û nerm e. [6984 uzun_bira] Kincên ko li ser wî ne, yên seyd û nêçîran e. [6985 uzun_bira] Ew jî mîna yên eskeran, boz in. [6986 uzun_bira] Porê wî yê ko ji pêşiyê hinekî weşiyaye, ketiye ser eniya wî û eniya fireh girtiye. [6987 uzun_bira] Porê wî spî dike. [6988 uzun_bira] Herweha simbêl û rîha wî jî. [6989 uzun_bira] Qelîşek û qermîçokên rûyê wî gelekî kûr in. [6990 uzun_bira] Rengê spî yê payizê ko hew germ dike, bi ser Celadet Beg de girtiye. [6991 uzun_bira] Celadet Beg kal û westiyayî dixuyê. [6992 uzun_bira] Nêrîna wî nêrîneke kal û westiyayî ye. [6993 uzun_bira] Di vê wênê de baş dixuyê; kalîtiyê rengê Celadet Beg guherandiye û bi rengê xwe yê taybetî yê spî ew, ji nû ve, neqişandiye. [6994 uzun_bira] Mr Lescot ko vê fotografê, bi serfirazî, ji bo bermaliya xwe û ya Celadet Beg dikişîne, bêyî ko haya wî jê hebe, nêrîna west û kederê jî dikişîne. [6995 uzun_bira] Ew, bi nezanî, şahîdiya west û kedera çavan jî dike. [6996 uzun_bira] Herwekî ko hatiye gotin, di neqşên her fotografekê de çend alî û çend reng hene, -wekî vê fotografa nû ya Bîra Qederê. [6997 uzun_bira] Nêrîna germ û sar a xezalê û nêrîna westiyayî û kal a Celadet Alî Bedirxan. [6998 uzun_bira] Nêrînên du qederan. [6999 uzun_bira] Na, heye ko nêrînên qederekê... Kî dizane?.. [7000 uzun_bira] Kî dizane? [7001 uzun_bira] Heye ko nêrînên Celadet Beg û Ehmedê Fermanê Kîkî, nêrînên du qederên cihê yên kurdî, mîna hev in. [7002 uzun_bira] Heye ko ew mîna hev difikirin jî. [7003 uzun_bira] Şev e, bêdengiya şevê ye. [7004 uzun_bira] Di nav bêdengiya şevê de dengê nerm û tenik ê bilûra Ehmedê Fermanê Kîkî ye. [7005 uzun_bira] Şam e, goristana belengaz a Taxa Kurdan a bajarê îslamê ye. [7006 uzun_bira] Tirba Mîr Bedirxan, bapîrê Celadet Beg e. [7007 uzun_bira] Celadet Beg û bilûrvanê wî, demançe li piştan, hatine ser tirba Mîr. [7008 uzun_bira] Mîna gelek caran, îcar jî, Celadet Beg hatiye nik kalikê xwe da ko pê re li ser hal û hewalê xwe bipeyive. [7009 uzun_bira] Tiştên ko ew nikare bi kesî re bipeyive, ew tê û bi bapîrê xwe re dipeyive, jê re dibêje. [7010 uzun_bira] Wî gora bapîrê xwe daye çêkirin. [7011 uzun_bira] Gor bûye mîna maleke biçûk, her çar aliyên wê bi qorên keviran, bi dîwaran lêbûye, banekî biçûk jî rakişiyaye ser. [7012 uzun_bira] Gor bûye ziyaretgah, cîhê xwestek û mirazan, gazin û armancan. [7013 uzun_bira] Îşev, di vê bêdengiya şevê û şewqa stêrkan de, Celadet Beg çiraya biçûk a gazê ya tirbê vêxistiye, li ber serê Mîr rûniştiye û geh li kaxizên ser çoga xwe, geh li tirbê, geh jî li bilûrvanê xwe dinihêre. [7014 uzun_bira] Bilûrvan jî li ber lingên Mîr rûniştiye, geh dibêje, geh lêdixe. [7015 uzun_bira] Bilûrvan li bilûrê dixe û difikire; li jiyana xwe ya kal, li qedera xwe ya bi bal difikire, li gundê xwe, li xaniyê xwe yê gund difikire. [7016 uzun_bira] Xanî bi qorên kevirên reş lêbûbû. [7017 uzun_bira] Mîna hemû xaniyên gund. [7018 uzun_bira] Reşahiya dîwaran di bin tîrêjên royê yên danên êvaran de, mîna pişta şûr, dibiriqî. [7019 uzun_bira] Hundirê malê, ji karîte û mertekan heta rojîn û teqan, bi rengê spî, siwaxkirî bû. [7020 uzun_bira] Ji rojîn û teqan, hertim, çend kulm ronahî direşiha hundirê malê. [7021 uzun_bira] Her du salan carekê, ji bo temamkirina ahenga rengên reş û spî, mal siwax dibûn. [7022 uzun_bira] Mal, malên jiyana kurdî ya neçar bûn. [7023 uzun_bira] Axur li kêleka malan bûn, pez û dewar, hesp û mehîn, mirîşk û dîk, seg û tajî, her, bi wan re bûn. [7024 uzun_bira] Li malê mehfûrên ko ji aliyê jinebî û pîrejinên gund hatibûn hûnandin, raxistî bûn. [7025 uzun_bira] Ew rengên wan ên germ! [7026 uzun_bira] Zerahî û sorahiya wan a şewatê! [7027 uzun_bira] Ew neqşên wan ên basîd, lê yekta! [7028 uzun_bira] Çima ev nivîskar, zane û alîmên ko tên mala Mîr Celadet rojekê narin wan gundan? [7029 uzun_bira] Ew hertim behsa rengan, neqşan dikin, lê çima ew narin gundê ko xwediyê xaniyên reş û spî ye û pişta xwe daye çiyan? [7030 uzun_bira] Çima? [7031 uzun_bira] Argûn û bixêriyên malê hertim ronî û germ bûn. [7032 uzun_bira] Gulok û xêlekên agirê êzingan ji wan ber bi jor dibûn. [7033 uzun_bira] Ferşên doraliyên argûnê, ji agirê sor, sor dibûn. [7034 uzun_bira] Di şevên zivistanan de agirê gur govend digirt. [7035 uzun_bira] Govendeke bêpayan ko çavê merivan tu carî jê nedibû. [7036 uzun_bira] Paşê, li dîwarên malê, tifing, xençer, qiloçên xezal û pezkoviyan û bilûr hilawestîbûn. [7037 uzun_bira] Tifingê ew diparastin, xençerê riya tarîx, bav û kalan, qiloçên xezal û pezkoviyan jî riya zozan, gelî û çiyan nîşanî wan didan. [7038 uzun_bira] Herçî bilûr bû, jiyana wan bû, dengê dewr û dewranên wan ên jibîrbûyî bû. [7039 uzun_bira] Bilûr sir û sihêrên wan bû. [7040 uzun_bira] Herçend xaniyê wan li ser hîm, stûn, kutek û karîteyan ava bûbû, jiyana wan a gund jî ewçend li ser deng û awazên bilûr û bilûrvanan ava bûbû. [7041 uzun_bira] Dengê bilûrê; dostê teyr û tilûran, hevalê bayê çiya û zozanan. [7042 uzun_bira] Bilûr; stûna şevbihurkên mîran, beg û giregiran, yara bêpayan a şevên dirêj ên zivistanan ko li dora agirê argûnê dibihurîn. [7043 uzun_bira] Celadet Beg, neviyê Mîr, li bilûrê guhdarî dike û difikire û bi hêdîka »werin« dibêje; heş û bîr, deng û pejn, bîranîn, bîranînên jîneke peregende werin, werin dora min, ew dibêje. [7044 uzun_bira] Rojên zarokiya min a germ ko niha bûne siya min, hûn werin. [7045 uzun_bira] Kiziltoprak, Moda, Kadiköy, Caðaloðlu, Pera, Galata, Cadeyî Kebîr, hûn werin. [7046 uzun_bira] Bîrên cihê yên qedera min, bîra bexçê mamê min Bedrî Paşa, bîra mala Kiziltoprakê, ya pansiyona Caðaloðluyê, yên Munîxê, yên Safter û Bedirxan, ya mala kekê min Sureya, yên Bêrûd, Şam û Helebê, yên ko niha nayên bîra min, hûn werin, hemû werin. [7047 uzun_bira] Şehrîban, Saadet Abla, Canan, Monika, yên din ên şevên ronî û geş ên Stembol, Munîx, Parîs, Bêrûd û Şamê, hûn werin. [7048 uzun_bira] Rûşen, pîrika min, Rûşen, bermalî û hevriya jîna min, hûn werin. [7049 uzun_bira] Amojna Stî, Madam Stella, metên min, beg û banû, madam û musyoyên ko niha nayên bîra min, hûn werin. [7050 uzun_bira] Mamên min, pismamên min, hûn werin. [7051 uzun_bira] Safter, Sureya, birayên min ên gorbehîşt ko li diyarên xerîb radizên, hûn werin. [7052 uzun_bira] Bavo, hîm û stûna bingehîn a bîranînên min, bavê min ê ruhşad ko li welatekî xerîb dinive, tu were. [7053 uzun_bira] Dayê, Meziyet, çi dibe, hûn werin, ji Stembolê siwar bin û werin. [7054 uzun_bira] Heval û dostên min ên mirî û kuştî, hûn werin. [7055 uzun_bira] Hûn hemû bi hev re, ji gor û tirbe, war û şûnên xwe rabin û werin nik min, nik bapîrê min Mîr Bedirxan û ji min re bibêjin ka Celadet Alî Bedirxan kî ye... Ez ketime bextê we, werin û bibêjin. [7056 uzun_bira] Ew nedihatin, mixabin. [7057 uzun_bira] Lê bîr û heşê min, tevî dengê bilûra kalemêrê delal Ehmedê Fermanê Kîkî, diçû nik wan. [7058 uzun_bira] Ez diçûm nik bapîrê xwe, ser tirba wî da ko ji wir jî biçim nik kesên ko te li jor qal kirin. [7059 uzun_bira] Serdanên min, roj bi roj, zêdetir dibûn, hema çi bigire her hefte, ez diçûm nik bapîrê xwe, li ber serê wî rûdiniştim û bi saetan difikirîm, -yan jî min dinivîsî. [7060 uzun_bira] Min çûyina şevê tercîh dikir. [7061 uzun_bira] Ji ber ko hingê kes nîn bû, ji deng û pejnên windayî û mirî pê ve, tu deng nedihat. [7062 uzun_bira] Jixwe goristan ji mala me zêde ne dûr bû. [7063 uzun_bira] Gava bajar bi temamî dikete xewê, ez radibûm, min xwe dida hev, berik dibir devê demançê û ew girêdida, dadiketim hewşê, diçûm oda Ehmed û ew jî hişyar dikir û em bi hev re diketin rê. [7064 uzun_bira] Na, min çewt got, em nediketin rê, em, nefesçikyayî, hildikişiyan kaşên taxa kurdan. [7065 uzun_bira] Gora Mîr mîna mezeleke biçûk bû, çend cîhên rûniştinê û çirayeke biçûk a gazê tê de hebû. [7066 uzun_bira] Min çira vêdixist û li kalikê xwe yê ko min tu carî nedîtibû, lê hertim bihîstibû, dinihêrî. [7067 uzun_bira] Tirba Mîr bûbû mala min a diduyan. [7068 uzun_bira] Herwekî ko hatiye gotin, di kalîtiyê de, ling mirovan dibin gor û goristanan. [7069 uzun_bira] Lingên min jî ez dibirim nik bapîrê min. [7070 uzun_bira] Jê pê ve, cîhê ko ez biçûma nîn bû. [7071 uzun_bira] Ji wan carên pir pêwist pê ve, ez danediketim bajêr. [7072 uzun_bira] Hem pere nîn bû hem jî xeter bû. [7073 uzun_bira] Hem jî ma min ê li bajêr kî bidîta? [7074 uzun_bira] Der û dora min, dîsan vala bûbû. [7075 uzun_bira] Şer bi milyonan kuştî, bi milyonan sêwî, bi hezaran gundên kavil, bi sedan bajarên şewitî, Austwich, Nagazakî, Hîroşîma li pey xwe hîştibû û xelas bûbû. [7076 uzun_bira] Hîtler, Musolînî, nazist, faşist çûbûn. [7077 uzun_bira] Dewletên hevalbend û Yekitiya Sowyetê bi ser ketibûn. [7078 uzun_bira] Belê, şer xelas bûbû, lê em jî xelas bûbûn. [7079 uzun_bira] Êdî hew hewcedarî bi me hebû. [7080 uzun_bira] Kurd dîsan ketibûn ber lingan. [7081 uzun_bira] Êdî ew ne eskerên lîstika setrencê bûn jî. [7082 uzun_bira] Kela şorbê çûbû, bihayê heskê bûbû perekê... Dinya dîsan, ji nû ve, par dibû. [7083 uzun_bira] Lê dîsan ji bo kurdan tu cîh û war, di vê parkirina nû de, nîn bû. [7084 uzun_bira] Dîsan Tirkiyê nêzîkî li serdestan, ingilîz û fransizan, kiribû. [7085 uzun_bira] Pêwendiyên wan dîsan baş bûbûn û kurd ji bîr bûbûn. [7086 uzun_bira] Min ji tecruban dizanîbû; jibîrbûyin mirin bû. [7087 uzun_bira] Mirinê dîsan dor li kurdan girtibû. [7088 uzun_bira] Li Iraqê ingilîzan, bi tanq û balafiran, dirêjî kurdan kiribûn û ew şikandibûn. [7089 uzun_bira] Li Îranê, ingilîz û rûs li hev hatibûn, piştgirtiya rejîmê kiribûn da ko rejîm komara biçûk a kurdan ko li der û dorên bajarê Mihabadê hatibû pê, bişkîne. [7090 uzun_bira] Rejîmê komar şikandibû, gelek kes kuştibûn û serekên komarê jî bi dar ve kiribûn. [7091 uzun_bira] Li Tirkiyê jî bi tenê tirs û tarîtî hebû. [7092 uzun_bira] Tu kesî nikarîbû behsa kurdan û mafên wan bikira. [7093 uzun_bira] Heçî em, welatê Sûriyê û kurd bûn, mirin, tirs û tarîtiyê bi ser me de jî girtibû. [7094 uzun_bira] Fransiz çûbûn. [7095 uzun_bira] Wan qewlê xwe yê 1941-an bi cîh anîbûn û îstîqlal dabûn Lubnan û Sûriyê. [7096 uzun_bira] Hêzeke biçûk a siwîl û çekdar mabû, lê yên din, her tiştên fransizî, çûbûn. [7097 uzun_bira] Hukim ketibû destê ereban, ordiyeke milî ya bi quwet dihate pê. [7098 uzun_bira] Bîr û baweriyên nasyonalist yên Michel Eflak, filîsofekî ereb ko bi eslê xwe file bû, fireh dibû. [7099 uzun_bira] Cîh li kurdan, roj bo roj, teng dibû. [7100 uzun_bira] Rewşa min? [7101 uzun_bira] Ez nizanim ka ez çi bibêjim...Tu dizanî, sîh û sê kilamên hirçê hene, hemû li ser dara hirmê ne. [7102 uzun_bira] Çîrokên min jî welê bûn; hemû li ser neçarî û bêgaviyê bûn. [7103 uzun_bira] Ez mîr bûm, law û neviyên mîran bûm, lê her û her neçar û bêgav bûm. [7104 uzun_bira] Herwekî kurdan, cîh li min jî teng dibû. [7105 uzun_bira] Piştî ko ingiliz, fransiz û tirk nêzîkî hev bûbûn, hew me dikarîbû weşanên xwe bidomandina. [7106 uzun_bira] Îmkan nemabûn û rê li me hatibû girtin. [7107 uzun_bira] Bi dilekî şikestî û bi hêstirên çavan ko tu carî bi gotinan nayê îzeh kirin, me deriyên Hawar, Ronahî û Roja Nû girtibûn. [7108 uzun_bira] Me ew danîbûn ser refan. [7109 uzun_bira] Radyo jî hatibû girtin. [7110 uzun_bira] Û bira, heval û dostên min jî, yek bi yek çûbûn. [7111 uzun_bira] Pêşî Monika, dosta min a zirav û bihîstiyar ko bi tenê hestî û çerm mabû, çûbû. [7112 uzun_bira] Piştî çend mehên xweş, lê kesertijî yên Bêrûdê, wê berê xwe dabû Amerîkayê û çûbû. [7113 uzun_bira] Digel ko şer xelas bûbû û ew dikarîbû vegeriya welatê xwe, wê »Ez hew pê li wan erdên bi xwîn dikim« gotibû û riya Amerîkayê dabû ber xwe. [7114 uzun_bira] Paşê jî piraniya dostên min ên fransiz, tevî Pierre Randot û Peder Thomas Bois, çûbûn. [7115 uzun_bira] Piştî wan jî Kamuran, heval û hevriyê min ê daîm, gotibû, »Mirov hew dikare li van de-ran bijî« û çûbû Fransê. [7116 uzun_bira] Kirîvê min Nuredîn jî ko li Unîwersîta Fransizî ya Bêrûdê dixwend, riya Lozanê dabû ber xwe û çûbû. [7117 uzun_bira] Heval, dost û nasên mayî jî, her yek, bi derekî de pekiyabû. [7118 uzun_bira] Kewên me yên hewşê ko şênahiya zariyan bûn, jî çûbûn. [7119 uzun_bira] Min ew azad kiribûn. [7120 uzun_bira] Dido ji wan vegeriyabûn, lê yên din çûbûn. [7121 uzun_bira] Sar û seqema mirinê û zivistanê bi ser me de girtibû. [7122 uzun_bira] Legleg û hechecîk jî çûbûn. [7123 uzun_bira] Herkes çûbû. [7124 uzun_bira] Wext, wexta koçê bû. [7125 uzun_bira] Kî mabû? [7126 uzun_bira] Eger em min, Rûşen, diya wê, Huseyma, Sînem û Cemşîd nehesibînin, kal û pîr û mirî mabûn. [7127 uzun_bira] Kesên bêquwet û bêtaqet mabûn. [7128 uzun_bira] Û Mîr Bedirxan mabû. [7129 uzun_bira] Bilûrvan gewriya xwe, bi xweziya xwe, şil dike, zimanê xwe li ser lêvan digirîne, bîhna xwe berdide û dîsan bilûrê dibe devê xwe û lêdixe û difikire; umir gihîştiye sedî, sed salên rengîn ji ser wan rojên zaroktiyê bihurîne... ew difikire... li gundê zaroktiya xwe, li bêriyên gund difikire. [7130 uzun_bira] Xaniyên gund, mîna lat û zinaran, pişta xwe dabûn çiyayê asê û bilind. [7131 uzun_bira] Di şevên aram ên gund de, çiyê bi heyv û stêran re hevaltî dikir. [7132 uzun_bira] Serê çiyê warê teyrên eylo û bazan bû. [7133 uzun_bira] Hêlînên wan li ser tehtên asê yên çiyê bûn. [7134 uzun_bira] Ji çiyê dengê ba û baranê, eylo û bazê dihat. [7135 uzun_bira] Di danên êvarê yên biharan de, gava şivanan keriyên pêz ji çêrê dianîn, teyrên eylo û bazan jî, mîna mûyekî, xwe ji tehtan berdidan jêr. [7136 uzun_bira] Wan xwe nedilivandin, nedidan per û baskan, bê hereket, hêdî hêdî, xwe berdidan jêr. [7137 uzun_bira] Pez dihatin. [7138 uzun_bira] Wexta bêriyê bû. [7139 uzun_bira] Keçên xama yên gund, ew keçên bedew ko her nêrîneke wan bi umrekî bû, elb û sitîl di destan de, ber bi wan diçûn. [7140 uzun_bira] Guhanên miyan tijî şîr bûn. [7141 uzun_bira] Bêrîvanên ko memikên wan mîna sêv û purtaqalan bûn, diçûn ber guhanên miyan... Dengê teyran, mî û bêrîvanan dikete nava hev. [7142 uzun_bira] Û dengê bilûrê. [7143 uzun_bira] Bilûra şivan û bilûrvanan... [7144 uzun_bira] Celadet Beg, begzadeyê Stembolî, lê bavê Sînem û Cemşîdê Şamî, li dengê bilûra Ehmedê Ferman guhdarî dike û rûpeleke kovara xwe Hawar-ê ko hew derdikeve, vedike û bi hêdîka çend rêzên şiîreke dirêj dixwîne; kanî Cûdî, ka Herekol, ka Kepir? [7145 uzun_bira] Ka zozanên Mîr Bedirxan, bavê Têlî, ka kê bir? [7146 uzun_bira] Ka banê me yê ezîzan, kanî war? [7147 uzun_bira] Kanî lo lo, lê lê, li kû, kanî deng?..« [7148 uzun_bira] Ew hêdî hêdî, mîna ko di xewnê de dipeyive, şiîra xwe dixwîne. [7149 uzun_bira] Piştî ko ew şiîrê dixwîne, ew dîsan rûpela kovarê digire, kovarê datîne ser çogên xwe û li gora kalikê xwe dinihêre û dibêje; kalo, Garîbaldiyê kurdan, mîrê asî û serhildar, serekê dîlketî û derketî, tu bibêje, ez ketime bextê te tu bibêje ka ez kî me, ez li van deran çi dikim, jîna min ber bi kû de diçê? [7150 uzun_bira] Bibêje, ji bo Yezdanê Pak bibêje, ka Cizîra Botan, welatê te, warê bav û kalan? [7151 uzun_bira] Tu li vir dinivî, bavê min, yanî lawê te li Kahîrê, neviyê te Sureya li Parîsê, Safter li Heidelbergê, law û keçên te li Stembol, Üsküdarê... ya ez, bibêje min, ya ez ê li kû binivim? [7152 uzun_bira] Wesiyeta Bavo ew bû rojekê ew bigihê welatê xwe û li kêleka Çemê Dijlê, di bin axa welatê xwe de binive. [7153 uzun_bira] Wî gotibû min ko ev wesiyeta te bû jî... Lê ka? [7154 uzun_bira] Lê ya ez? [7155 uzun_bira] Axa reş a kîjan welatî dê min veşêre. [7156 uzun_bira] Ez dizanim, wext tê, sîha reş a çûyinê ber bi min tê, ez nêzîkî li we dikim, lê tu bibêje min, kîjan ax, kîjan erd û welat? [7157 uzun_bira] Kîjan... [7158 uzun_bira] Ew nikare gotina xwe bi dawî bîne. [7159 uzun_bira] Ew bi hêdîka diheze û digirî. [7160 uzun_bira] Bi hêdîka, bi şermîn. [7161 uzun_bira] Di bin perda dengê bilûrê de, dengê giriya wî nayê bihîstin. [7162 uzun_bira] Lê ew digirî. [7163 uzun_bira] Canan digirî. [7164 uzun_bira] Di bin perda dengê musîka Mahler de, dengê girîna wê nayê bihîstin, lê ew digirî. [7165 uzun_bira] Girîna Cananê jî dibe perçeyekî ji rîtm û melodiya musîka Mahler. [7166 uzun_bira] Celadet Beg, bi tenê, bêdeng, lê dinihêre. [7167 uzun_bira] Ew ji birayê xwe Kamuran hîn bûye; gava yek digirî yan jî dixwaze bigirî, ew hew rê lê digire. [7168 uzun_bira] Ji bervajiyê, ew dihêle ko girî bibin hêstir û ji çavan derên. [7169 uzun_bira] Celadet Beg li rû û porê yara xwe ya rojên Stembolê dinihêre, li çavên reş ên yekta dinihêre. [7170 uzun_bira] Çav û rû neguherîne. [7171 uzun_bira] Çav dîsan mîna çavên xezalan xweş û germ in. [7172 uzun_bira] Rû hê jî ciwan û spehî ye. [7173 uzun_bira] Bi tenê tayên spî bi porê wê ketine. [7174 uzun_bira] Lê tayên spî jê tu tişt nebiriye, ji xweşiya wê tu tişt kêm nebûye. [7175 uzun_bira] Tayên spî ew kiriye xanimeke kamil. [7176 uzun_bira] Canan, yara xewnan, ji xewnan derketiye û dîsan hatiye. [7177 uzun_bira] Qederê, yan jî felekê, yan jî meriv dikare bibêje tarîxê ew, dîsan, pergî hev anîne. [7178 uzun_bira] Piştî şanzde salên dirêj, bi taybetî ji bo dîtina Celadet Beg, Canan hatiye Bêrûdê. [7179 uzun_bira] – Derew e, kî dibêje ko ew bi xwe û bi qedera xwe dikare, derewan dike, Canan bi zehmetî dibêje û digirî. [7180 uzun_bira] Ne em, lê qeder e ko bi me dilîze. [7181 uzun_bira] Ne em, lê qeder e ko bi pêşerojê dizane. [7182 uzun_bira] Hêstir ji çavên wê tên. [7183 uzun_bira] Tevî hêstiran bîvila wê jî tê. [7184 uzun_bira] Ew destê xwe davê çanta xwe ya kêleka xwe, lê paşê bi destê xwe bîvila xwe paqij dike. [7185 uzun_bira] Celadet Beg li dora xwe, li têkberên mala Kamuran a Bêrûdê dinihêre. [7186 uzun_bira] Li ser masa xebatê, li kêleka fotografa Emîn Alî Beg, Samîha Xanim û Meziyetê, çend destmalên kaxiz li ser hev in. [7187 uzun_bira] Ew radibe û radihêje yekê û wê, bêdeng, dide Cananê. [7188 uzun_bira] – Meziyetê pir silav dikirin, wê dixwest ko ez, ji aliyê wê, rû û eniya te, çav û bîbikên çavên te ramûsim, Canan bîvila xwe paqij dike û dibêje. [7189 uzun_bira] Wê, wan, herkesî pir bêriya te kiriye. [7190 uzun_bira] Meziyet jî haziriya hatinê dike. [7191 uzun_bira] Eger pasaport bidinê, ew ê were ziyareta te. [7192 uzun_bira] Celadet, ax Ceco, hevalê min ê abadîn!.. Tu bizanibî ka me çi kişandiye! [7193 uzun_bira] Em neketibûn şer, lê rewş ji ya şerê xirabtir bû... pere nîn bû, îmkan nîn bû, xwarin û vexwarin nîn bû, zor û zilum, tirs û xof bêpayan pir bû. [7194 uzun_bira] Min li aliyê Kadiköyê, di lîsekê de mamostahiya fransizî dikir. [7195 uzun_bira] Lê xwendevan kêm bûn, der û dor girtî bûn, aşxane û qahwexane vala bûn. [7196 uzun_bira] Deng ji kesî dernediket. [7197 uzun_bira] Xweliya mirinê li ser Stembolê reşiyabû. [7198 uzun_bira] Şev reş û tarî bûn. [7199 uzun_bira] Ecnebî jî winda bûbûn. [7200 uzun_bira] Dewletê, bi navê »vergi kanunu«, tiştekî nû derxistibû û pê ecnebî pir diêşandin. [7201 uzun_bira] Ax Ceco, hevalê jîna min... Ceco... [7202 uzun_bira] Ew weha dibêje û digirî. [7203 uzun_bira] – Sevgili Canan, aðlama, sakînleş, Celadet Beg dibêje. [7204 uzun_bira] Bîhna xwe berde, em ê hêdî hêdî bipeyivin. [7205 uzun_bira] Sakin be, megirî... [7206 uzun_bira] Lê ew digirî, ji pencerê li xaniyên doralî, li pencereyên wan dinihêre û digirî. [7207 uzun_bira] Dengê senfoniya nehan a Mahler, bi rîtm û aheng, bilind dibe. [7208 uzun_bira] Musîka Mahler ko bi bi ruhiyeteke nû ya sedsalan bîstan hatiye pê û hîtabî ruhê însanê sedsala bîstan dike, niha dibe pardara girîna Cananê ko dilşikestî û poşmam vegeriyaye Bêrûdê. [7209 uzun_bira] Heye ko dilşikestî û poşmam ne gotinên rast ên haletê ruhiya Cananê bin. [7210 uzun_bira] Tu dizanî, gotin divê di cîhê xwe de bi kar werin. [7211 uzun_bira] Ew ne zêde bin, ne jî kêm. [7212 uzun_bira] Ne pir germ, ne jî pir sar. [7213 uzun_bira] Ne pir dûr, ne pir nêzîk. [7214 uzun_bira] Ne comerdiya wan, ne jî çûkosiya wan di cîh de ye.Tiştê ko ez di umrê xwe yê peregende de, hîn bûm, ev bû; hostahiya gotinên kurdî yên winda û perçiqî. [7215 uzun_bira] Gava ez ketim nav derya gotinên kurdî û noqî kûrahiyên wê bûm, hingî min dît ko her gotinekê jî can û ruhek hebû. [7216 uzun_bira] Gotin jî mîna min û te bûn. [7217 uzun_bira] Ew jî dizan, dijiyan û dimirin. [7218 uzun_bira] Lê gotinên kurdî, mîna yên xelkên din, nedimirîn. [7219 uzun_bira] Ew dihatin kuştin. [7220 uzun_bira] Gelek ji wan hatibûn kuştin. [7221 uzun_bira] Gelekên wan hatibûn birîndar kirin. [7222 uzun_bira] Zimanê kurdî birîndar bû, birînên wî xedar bûn. [7223 uzun_bira] Çaxa min, mîna hekîmekî, birînên wan derman kirin û merhem danîn ser, min dît ko ew jî, mîna min û te, digirîn, dinalin û dinehwirin. [7224 uzun_bira] Loma ez dibêjim, mirov divê bi qedir û qîmet, bi rêz û rêzdarî nêzîkî li wan gotinên muqedes bike, li wan hûr be û wan di cîh de lêke. [7225 uzun_bira] Gotin jî mîna şitilên gulan in; ji wan re hawayê paqij, tava geş, ava zelal, axa nerm, erdê avî û nêrîneke rêzdar divê. [7226 uzun_bira] Eger ez vegerim ser wan rojên ko Canan, dîsan, ji nişkekê ve, hatibû, ez ê bi tenê bibêjim ko Canan zîz bû. [7227 uzun_bira] Gotina zîziyê li wê û wan rojan tê. [7228 uzun_bira] Ew hertim kelgirî bû, serê her gavê digiriya. [7229 uzun_bira] Hêviyên wê şikestibûn, hedef û mirazên ko wê dabûn ber xwe, yekcar, winda bûbûn. [7230 uzun_bira] Ew jî, mîna gelekên me, bi ser neketibû. [7231 uzun_bira] Wê hê nû fahm kiribû ko jîn bi xwe têkçûn bû, ne tiştekî din... [7232 uzun_bira] Ew çawan û çima hatibû? [7233 uzun_bira] Ma hewce ye ko ez dirêj bikim? [7234 uzun_bira] Ew ji bo min hatibû. [7235 uzun_bira] Wê dev ji Tirkiyê berdabû û li ser riya Parîsê bû. [7236 uzun_bira] Lê wê riya xwe li Bêrûdê jî xistibû da ko min bibîne û bi min re bipeyive: Wê dixwest ko em bi hev re biçûna Parîsê, ji cîhê ko me terk kiribû, ji nû ve, dest pê bikira... Canana min ko hê jî digot »Ceco...« [7237 uzun_bira] Heçî çawan hatina wê bû, rojeke havînê ya germ, serê sibê, telefonek hat. [7238 uzun_bira] Telefon ji otêla ko min mîna navnîşan bi kar dianî, dihat. [7239 uzun_bira] Ez li Şamê, li malê bi tenê bûm, bîhna min teng, nefesa min çikiyayî bû. [7240 uzun_bira] Wî danê sibê, min deftera romana Heyveron-ê ko min dixwest binivîsa, ji çavika masê derxistibû û danîbû ser masê. [7241 uzun_bira] Lê pênûs nedigeriya. [7242 uzun_bira] Min dikir, nedikir, gotin nedihatin. [7243 uzun_bira] Ew gotinên ko bûbûn zariyên min, wê rojê, ji malê û oda xebatê reviyabûn. [7244 uzun_bira] Min bi tenê li rûpela spî û vala a defterê dinihêrî... Li milê din, pere nemabû. [7245 uzun_bira] Rûşenê zarok hildabûn û ew çûbûn aliyê Latzkiyê, gundekî biçûk ko jê re digotin Banias. [7246 uzun_bira] Li wir havîngeheke dostê me Elî Axayê Zilfo hebû. [7247 uzun_bira] Rûşen û zarok çûbûn wir. [7248 uzun_bira] Lê pereyên wan xelas bûbûn û wan xeber şandibû da ko min hinekî pere peyda bikira û bişanda. [7249 uzun_bira] Min ji dostekî xwe tika kiribû ko hin pere bida min. [7250 uzun_bira] Gava telefon hat, min welê bawer kir ko ew dostê min bû. [7251 uzun_bira] Lê na, ne welê bû. [7252 uzun_bira] Ji Bêrûdê telefokeneke girîng, ji bo min, hatibû, resebsiyonîstê otêlê dil dikir ko ez biçûma otêlê. [7253 uzun_bira] Otêl li kêleka Meydana Salihiyê bû. [7254 uzun_bira] Ez çûm otêlê. [7255 uzun_bira] Lê li wir jî ez hîn nebûm ka kê ji Bêrûdê telefon kiribû. [7256 uzun_bira] Jinek ko ji Stembolê hatibû, telefon kiribû û daxwaz kiribû ko ez, zûtirîn wext, biçûma Bêrûdê. [7257 uzun_bira] Kî bû? [7258 uzun_bira] Jinek ji Stembolê? [7259 uzun_bira] Heşê min çû ser diya min û Meziyetê. [7260 uzun_bira] Heye ko ew bûn... yan jî yek ji wan... Yan jî meteke min, yan jî dotmameke min. [7261 uzun_bira] Kela heyecanekê bi min girt; naseke min, bi bîhna Stembolê, ji Stembola min hatibû! [7262 uzun_bira] Min qet bi bîra Cananê nebir. [7263 uzun_bira] Ez divê li xwe mikur werim; min Canan ji bîr kiribû. [7264 uzun_bira] Piştî çûyina wê, min xwe gelekî êşandibû da ko min wê û êşa çûyina wê ji bîr bikira. [7265 uzun_bira] Jixwe min deftera ko wê li Stembolê dabû min û min tê de dengên doraliyên jîna xwe reşandibûn ser kaxizên spî, winda kiribû. [7266 uzun_bira] Min hewl dida ko Canan û xeyalên Cananê jî winda bûna. [7267 uzun_bira] Bi wextê, bi zewac, hatina zarokan, weşîna kovaran û keft û leftên jîna rojane, hêdî hêdî, Canan jî, mîna deftera xwe, winda bû... Wext dermanê her birîn û êşê bû. [7268 uzun_bira] Lê Canan di wexteke welê de ko min hîç nedipa, dîsan, hatibû. [7269 uzun_bira] Gava danê êvarê yê eynî rojê, piştî ko min ew pereyên ko dostê min ê bidana min, jê wergirtin û ez çûm Bêyrûdê, dewsa dê û xweha xwe, min Canan dît. [7270 uzun_bira] Canan, di nav cil û bergên xweş û reş de, li buroya dostê min Yusif Melik, rûniştibû. [7271 uzun_bira] Meziyetê hemû telefon û navnîşanên min û dostên min dabûnê. [7272 uzun_bira] Çaxa min derî vekir û ketim buroyê, berî her tiştî, min çavên wê dîtin. [7273 uzun_bira] Ew çavên ko mîna çavên xezalan dibiriqîn, yên Cananê bûn. [7274 uzun_bira] Bêyî Cananê kesekî din ne xwediyê çavên welê bû. [7275 uzun_bira] »Canan« min got, »Canan, Canan!..« Wê jî bi tenê gote »Ceco!..« û giriya. [7276 uzun_bira] Min ew hilgirt û bir mala Kamuran. [7277 uzun_bira] Kamuran çûbû û li Parîsê, zanîngeha Sorbonê bûbû mamostayê ziman û edebiyata kurdî, lê mala wî ya Bêrûdê, bi xêra pereyên ko wî dişandin, hê li ber destê me bû. [7278 uzun_bira] Carina, gava zarokan nefes li min diçikand, ez diçûm û li wir dimam. [7279 uzun_bira] Carina jî heval û dost li wir diman. [7280 uzun_bira] Min Canan bir wir. [7281 uzun_bira] Canan hatibû. [7282 uzun_bira] Heçî dûr bû, bi nûr bû. [7283 uzun_bira] Yanî îcar jî wê dixwest ko me dilên xwe yên şikestî bida nik hev. [7284 uzun_bira] Lê dil şikestî bû, cebara wî zor bû, umir kal bûbû, geşkirina wî zehmet bû, beden pîr bûbû, kel jê ranedibû. [7285 uzun_bira] Celadet Beg radibe ser piyan, dere aliyê gramofonê, rûyê plakê diguherîne, wê dîsan datîne ser û vedigere cîhê xwe. [7286 uzun_bira] Dewama senfoniyê, bi hêdîka, dest pê dike. [7287 uzun_bira] Celadet Beg cixareyek ji pakêtê derdixe û vêdixe. [7288 uzun_bira] Ew jê çend nefesan dikişîne û li Cananê dinihêre; ew keça ko dilê wî yê xort, li Stembolê, bi firê xistibû, ev bû. [7289 uzun_bira] Wê dilê xort ji tirsa evîn û bedenên germ rizgar kiribû, di dilê xwe de stariyekê dabûyê, şevên tarî qulipandibûn ser bihuştên ronî, find û çira vêxistibûn, di bin ronahiya wan de, bedena xwe ya ciwan vekiribû, agir bi dilê xort xistibû, jê çirûsk firandibû, bi bêdengî, bi keneke zarîf, çav ramûsîbûn, lêv gez kiribûn... [7290 uzun_bira] Belê ev bû, Canan bû ko bi hêdîka lehîf ji ser xwe davêt, bedena xwe ya tazî, bi comerdî, nîşan dida û dest dikir, »were, Ceco, were...« Ev bû ko bi hêdîka ji nivînan derdiket, çarşef li xwe digerand, diçû ber pencerê û porê xwe yê dirêj ber bi paş davêt, dizîvirî û bi ûsil dikeniya. [7291 uzun_bira] Belê, ev bû ko piştî şevên dirêj ên ronî û bêxew, bi hêdîka, serê xwe datanî ser sînga bi pirç û mîna xezaleke biçûk, di xew re diçû. [7292 uzun_bira] Ev bû ko gava dil germ dibû, lehî lê radibû, ji binî, çavê xwe vedikir, bi daxwaz, bi coş, li çavan dinihêrî û digot, »Ceco, ax, Ceco, toujour...« Ev bû, belê, ev jina hanê ko niha kilên çavan, tevî hêstirên çavan ji rû û hinarikê wê ber bi jêr dibin, bû ku, bêdeng, bêyî ko bipeyive, xewn dineqişandin, jîn bi rengên keskesorê, dihûnand û xeyal direngandin... Belê, belê, ev bû ko wî jê hez dikir, bi hemû dil û canê xwe, bi hemû coş û kela xwe... [7293 uzun_bira] Herkes te meraq dike, Canan, hinekî sakîn, dibêje. [7294 uzun_bira] Herkes bi hêvî bû ko tu dê, rojekê, vegeriyayî. [7295 uzun_bira] Ez jî bi hêvî bûm, Celadet Beg herdu destên xwe vedike û bi keneke xemgir, dibêje. [7296 uzun_bira] Herkes li te û halê te dipirse. [7297 uzun_bira] Herkes te, Celadet Alî Bedirxan, pir meraq dike... [7298 uzun_bira] Kîjan Celadet Alî Bedirxan, Celadet Beg, dîsan, bi ken, dibêje, kîjan ji wan? [7299 uzun_bira] Yê Kadiköy û Stembolê ko di nav ziman û çandên têkel de hatiye dinê û perwerde bûye û dilê xwe daye ber agirê dilê keçeke boşnak? [7300 uzun_bira] Neviyê Mîr Bedirxan û lawê Emîn Alî Beg ko mîna bav û kalê xwe jîna xwe bi ruhê kurdîtî û selametiya kurdaniyê neqişandiye û loma jî, mîna wan, dilşikestî, berê xwe daye gorê? [7301 uzun_bira] Celadetê Alemanya û Awrûpayê ko prins bû, ruhê xwe bi îlmê fransizî û alemanî perwerde dikir û Bîsmark, Goethe, Nietzsche dixwend, lê rojên xwe bi du serî kartol derbas dikirin? [7302 uzun_bira] Yê Lubnan û Sûriyê ko di nav hêlekana dijwarî, nediyarî û bêgaviyên Rohilatê de, hê jî, dere û tê? [7303 uzun_bira] Kalê ko tu îro dibînî û rîh, simbêl û por spî kiriye û bûye bavê Sînem û Cemşîd e? [7304 uzun_bira] Kîjan, Canana delal, kîjan Celadet Alî Bedirxan dipirsin? [7305 uzun_bira] Kîjan? [7306 uzun_bira] – Kîjan? [7307 uzun_bira] Bibêje kurê min, tu kîjanê dixwazî? [7308 uzun_bira] – Bavo, ez wî apê ermenî dixwazim, ew pir xweş lêdixe, bavo. [7309 uzun_bira] Baş e, kurê min, ez ê wê ji bo te bikirim. [7310 uzun_bira] Ew li Bêrûdê heye. [7311 uzun_bira] Wî apoyî bi awaza stranên kurdî lêxistiye, ne welê bavo? [7312 uzun_bira] Herê kurê min, wî dengê bilûra kurdî kiriye musîkeke yekta. [7313 uzun_bira] Bavo... ez bibêjim? [7314 uzun_bira] Ez tiştekî din jî dixwazim... [7315 uzun_bira] Bibêje kurê min, bibêje... [7316 uzun_bira] – Ma quweta me heye? [7317 uzun_bira] – Herê kurê min, quweta me heye tu bibêje, tu çi dixwazî ji bavê xwe re bibêje, metirse û şerm meke. [7318 uzun_bira] – Bavo, li dibistanê... tu zanî, li dibistanê hevalên min hene. [7319 uzun_bira] Ereb, kurd, ermen û suryan... Bisiklêtên wan hene. [7320 uzun_bira] Bavo ew bi bisiklêtan tên dibistanê. [7321 uzun_bira] – Tu bisiklêt dixwazî, kurê min? [7322 uzun_bira] Bibêje, tu wê dixwazî? [7323 uzun_bira] – Bavo, tu zanî, Abîd û Şêrko hene. [7324 uzun_bira] Te dît, ew tên mala me jî. [7325 uzun_bira] Bavo, bisiklêtên wan pir xweş in. [7326 uzun_bira] Bisiklêta Abîd belek e û dibiriqe. [7327 uzun_bira] Xelekên rengên bisiklêta wî dikevin nava hev. [7328 uzun_bira] Gava ew lê siwar dibe û dere malê yan jî pê tê dibistanê, bisiklêt dibiriqe. [7329 uzun_bira] Bavo ew çanta xwe jî datîne pişta bisiklêtê... [7330 uzun_bira] – Bavê te dê yekî welê ji te re bikire. [7331 uzun_bira] Tu meraq meke. [7332 uzun_bira] Bi xêr, tu ji vir derkeve, ez ê bisiklêtek ji ya Abîd jî xweştir ji kurê xwe re bikirim. [7333 uzun_bira] – Ma quweta me heye? [7334 uzun_bira] Ma tu dikarî bikirî? [7335 uzun_bira] – Herê kurê min, ez dikarim, çima nikarim... ez ê bisiklêtekê ko dibiriqe, bikirim... [7336 uzun_bira] Bavo, ez tiştekî din jî bêjim? [7337 uzun_bira] Bêje kurê min, bibêje... [7338 uzun_bira] – Bavo, Sînem şerm dike bibêje... çanta wê kevn bûye, çavikên çantê çîriyane... li bazara Mercê, wê û Huseymayê li dûkanekê çanteyên rind ên çerm dîtine... [7339 uzun_bira] – Ez ê bi Sînem û Huseymayê re bipeyivim, kurê min. [7340 uzun_bira] Niha, tu, bi hêsanî, gotinên wê rojê vediguhezinî ser kaxizên spî û dinivîsî. [7341 uzun_bira] Pênûs bi hesanî wan li hev tîne. [7342 uzun_bira] Lê tu were û ji min bipirse ka min hingê çi dikişand û çi hîs dikir... Cemşîd, lawê min ê yekane, zuriyeta min, newêrîbû daxwaza dilê xwe yê zarok bigota! [7343 uzun_bira] Wî behsa quweta me dikir û nikarîbû behsa daxwaza xwe ya bisiklêtekê bikira! [7344 uzun_bira] Tu dê bav bî, di ser de mîr bî û lawê te dê, ji ber rewşa kambax û teres, ji neçariyê, ji te tiştekî nexwaze! [7345 uzun_bira] Tu dê nikaribî jê re bisiklêtekê bikirî... Ma mirin jê ne çêtir bû? [7346 uzun_bira] Eger Cemşîd ne li nexweşxanê bûya, ez ne bawer im ko wî dê behsa bisiklêtê jî bikira. [7347 uzun_bira] Cemşîd li nexweşxanê bû, bedena wî ya biçûk bi taya nexweşiyeke xedar ketibû. [7348 uzun_bira] Me ew biribû nexweşxana fransizî ko min ê jî paşê, piştî hilweşîna bîrê, ziyaret bikira. [7349 uzun_bira] Cemşîd diviya li nexweşxanê bima û tedawî bûya. [7350 uzun_bira] Lê quweta me nîn bû ko me bikaribûya mesrefên nexweşxanê bida! [7351 uzun_bira] Me nikarîbî dermanên pêwist bikirîna! [7352 uzun_bira] Lê bi hêviya ko min ê, dîsan, ji dostekî xwe deyn bikira û mesref bidana, me Cemşîd li nexweşxanê razand. [7353 uzun_bira] Ez her roj, piştî nîvroyan diçûm nik wî û li ber serê wî rûdiniştim û pê re dipeyivîm. [7354 uzun_bira] Diviya tiştekî bi Cemşîd nebûya, piştî herdu Safteran, min nema dikaribû xwe rabigirta. [7355 uzun_bira] Cemşîd ko hê zarokê dergûşê bû, bi avejeniyê hîn bû, pêncsalî bû li hespan siwar bû, heyştsalî bû, bi min re hate seydê, diviya bijiya û li ser riya bav û kalên xwe bimeşiya, navê me bidomanda... [7356 uzun_bira] Lê rewş ne tu rewş bû, teres û kambax bû. [7357 uzun_bira] Ez nikaribûm biniviyama, xew nediket çavên min. [7358 uzun_bira] Ev gotina hanê ya kalemêran ko min tu carî bawer nedikir ko ew ê ewçend bibûya rastiya jîna min, mixabin, bûbû rastiya min; xewa miriyan tê, xewa birçiyan nayê. [7359 uzun_bira] Rast e, berê jî, ez gelekî birçî mabûm, min gelek rojên birçî derbas kiribûn. [7360 uzun_bira] Lê hingê ez bi tenê bûm. [7361 uzun_bira] Nanê tisî, du serî kartol, pariyeke penêr têra min dikir. [7362 uzun_bira] Niha zarok hebûn, barê malê hebû, navê mezin hebû, hatin û çûyina boş hebû. [7363 uzun_bira] Loma çaxa ez diketim nava ciyan, hemû dijwarî, zehmetî û bêgavî li dora min diciviyan. [7364 uzun_bira] Bêçare, ez dîsan ji nav nivînan derdiketim, min cixareyek vêdixist, li Rûşena ko çavê xwe vekiribû û bêdeng li min dinihêrî, mêze dikir û diçûm oda xebatê. [7365 uzun_bira] Tu dê bipirsî ka min li wir çi dikir? [7366 uzun_bira] Hîç. [7367 uzun_bira] Ji vexwarina araq, kişandina cixarê û guman û pojandinê pê ve, hîç tiştekî. [7368 uzun_bira] Pênûs nediliviya, gotinan koç kiribûn. [7369 uzun_bira] Dinya bûbû tarî, tu çilka ronahiyê ji derekî nedixuya. [7370 uzun_bira] Ne pêtek ne jî çirûskeke hêviyê... [7371 uzun_bira] Û di ser de jî jîna rojane, keft û leftên wê, dijwarî û mesrefên wê. [7372 uzun_bira] Mesref pir bû, lê hatin nîn bû. [7373 uzun_bira] Nav, şan û şoret mezin bû, lê dirav û dewlemendî tune bû. [7374 uzun_bira] Ez çawan bibêjim, çawan bi te bidim fahmkirin? [7375 uzun_bira] Mesela Canan û hatina wê. [7376 uzun_bira] Canan, bi xewnên xweş, xeyalên mezin, hatibû û bi qasî sê heftan li Bêrûdê mabû. [7377 uzun_bira] Lê piştî ko wê jî fahm kiribû ko êdî dereng bû, êdî payizê bi ser umir û bedenê de girtibû, ew, bi girî, çavên wê li min, li keştiya fransizî siwar bûbû û berê xwe dabû Marsîlyayê. [7378 uzun_bira] Ew hatibû, agirê dilê min ê ko vemirîbû, ji nû ve, vêxistibû û çûbû. [7379 uzun_bira] Heye ko gotin ne di cîh de be, lê mesrefên me yên sê heftan bi qasî hatina şeş mehên Rûşenê bûn. [7380 uzun_bira] Xwedê şahîd e, min tiştek ji yara xwe ya rojên bajarê min ê abadîn Stembolê texsîr nekiribû. [7381 uzun_bira] Lê her tişt bi deyn bû û roj bi roj, deyn zêde dibûn. [7382 uzun_bira] Rûşena reben gelekî xwe diêşand da ko alîkarî bike. [7383 uzun_bira] Wê mamostahî dikir, li zarokan dinihêrî, zarok û Huseyma didan xwendin û hemû karên me dimeşandin. [7384 uzun_bira] Min jî dixwest, pir dixwest ko alîkarî bikira. [7385 uzun_bira] Lê ji destê min zêde tiştek nedihat. [7386 uzun_bira] Mixabin ez bi kêrî şixulên tîcarî û diravî nedihatim. [7387 uzun_bira] Kamuranê me, ji min jîrtir bû. [7388 uzun_bira] Wî hem şixulê xwe yê ziman û edebiyatê dimeşand hem jî yê tîcaret û aboriyê. [7389 uzun_bira] Min nikarîbû, ez bi tenê bi kêrî gotinên birîndar ê kurdî dihatim. [7390 uzun_bira] Lê wan jî pere nedikir, mîna ko Xanî, şaîrê mezin ê kurdan, mamosteyê evîndariya welêt ê bav û kalên min, gotibû, bazara wan kesat bû. [7391 uzun_bira] Ez ji malbata ezîzan, mîrekên Cizîra Botan bûm. [7392 uzun_bira] Karbidestên dewletên Rohilatê nas û dostên me bûn. [7393 uzun_bira] Giregir mêvanên me bûn. [7394 uzun_bira] Keça kekê min Sureya bi birayê Qiralê Urdinê re zewicîbû û bûbû bûka Sarayê. [7395 uzun_bira] Damat Ehmed Namî Beg ko reîsê cumhurê Sûriyê bû, nas û xizmê Bedirxaniyan bû. [7396 uzun_bira] Mala qiral Evdillah dostê malbatê bû. [7397 uzun_bira] Serekwezîrê Sûriyê Husnî Zaîm dostê mala me bû. [7398 uzun_bira] Di wextên Osmaniyan de, gava mamên min Bedrî Paşa, Xelîl Ramî Beg, Elî Şamîl Paşa û yên din li Rohilatê karên dewletê digerandin, wan gelekî çêyî bi van mal û malbatên ko niha Rohilat îdare dikirin, kiribûn. [7399 uzun_bira] Lê tu carî, min rûyê xwe ber bi wan nedikir... Min nedixwest ko ez Lala Paşa bûma, birçîbûn ji Lala Paşatiyê çêtir bû. [7400 uzun_bira] Heçî ew apê ermenî ko Cemşîd, bi zimanê xwe yê şêrîn, behs dikir, Aramê Xaçaturyan, musîkjenê mezin ê Ermenistanê, bû. [7401 uzun_bira] Min du plakên wî yên kevirîn ji dostên xwe yên ermen ên Bêrûdê deyn kiribûn û anîbûn Şamê û li wan guhdarî kiribûn. [7402 uzun_bira] Li malê gramofoneke baş ko Rûşenê, ji bo Huseyma û Sînemê kirîbû, hebû. [7403 uzun_bira] Bi qasî du heftan, plakên yekta yên Xaçaturyan her li ser bûn. [7404 uzun_bira] Navê plakan »Gayaneh« bû. [7405 uzun_bira] Gayaneh keçikeke ermen bû, navê birayê wê Ermen bû ko ji keça kurd Eyşê hez dikir... Plakên ko pir xweş li hev hatibûn û li ser musîka kevnare ya ermen û kurdan lê bûbûn, du heftan mala me şên kiribûn. [7406 uzun_bira] Li nexweşxanê, oda spî ya siwaxkirî, Cemşîdê ko rojên berşîriyê heta rojên nexweşxanê, her û her, li dengê bilûra Ehmedê Ferman guhdarî kiribû, ew plak dixwestin. [7407 uzun_bira] Xûyê şîrê heta pîrê bû!.. [7408 uzun_bira] – Bavo, ez tiştekî bibêjim? [7409 uzun_bira] – Bibêje berxê min. [7410 uzun_bira] – Perên Axa Delalê min, Kalo Ehmed pir in. [7411 uzun_bira] Ew wan pereyên ko tu û mêvanên ko tên malê, didinê, vedişêre. [7412 uzun_bira] Wê şeva hanê, bavo, gava ew apoyên fransiz hatibûn û Axayê Delal ji wan re li bilûrê xistibû... ew şev tê bîra te, bavo? [7413 uzun_bira] – Herê, kurê min, tê bîra min... [7414 uzun_bira] – Wê şevê, bavo... tê bîra te, te pere dan wî. [7415 uzun_bira] Wî ew pere wergirtin û birin veşartin... Ew perên xwe dixe nav doxîna xwe. [7416 uzun_bira] Zêrên wî jî hene, bavo. [7417 uzun_bira] Kurê min, ew heqê wî ne... [7418 uzun_bira] Lê bavo, ew peran winda jî dike... [7419 uzun_bira] Çawan, kurê min? [7420 uzun_bira] – Gava ew dere avdestxanê û doxîna xwe vedike, pere jê dikevin û ji qulikê derin. [7421 uzun_bira] Bavo, gerek e, ew perên xwe bide te. [7422 uzun_bira] – Çima kurê min, çima ew ê bide min? [7423 uzun_bira] – Ew wan ji bîr dike û paşê dixîne, winda dike... û Axayê Delal dibêje ko quweta te nîn e, destê te teng e. [7424 uzun_bira] Gerek e, ew wan bide te... [7425 uzun_bira] Zînê, Zînê, gerek e, tu bidî min... Bi vê gotina Muslîm Axa, hemû meclisa Husên Axayê Îbîş dikene. [7426 uzun_bira] Bi qasî kêliyeke dirêj, herkes, bi dengekî bilind, dikene. [7427 uzun_bira] Bi tenê Celadet Beg nakene. [7428 uzun_bira] Ew cixara xwe dikişîne û li wan dinihêre. [7429 uzun_bira] – Naxwe, we fahm kir ko ez ê çîroka Xelîl Axa û qerwaşa wî bêjim, Muslîm Axa dibêje û dîsan dikene. [7430 uzun_bira] Civat jî pê re. [7431 uzun_bira] Di vê şeva çiksayî de, meclîsa Husênê Îbîş hem şên e, hem jî germ. [7432 uzun_bira] Bi qasî deh kesan, kurdên Şamê û çendên aliyê Cizîrê ko bi mêvandarî hatine Şamê, ji bo şevbihurkê, civiyane. [7433 uzun_bira] Dûmana soba ko li ber devê derî ye û dûmana cixarê dikeve nava hev. [7434 uzun_bira] Derî û pencere girtîne, hawa odê gelekî giran e. [7435 uzun_bira] Celadet Begê ko hînî hawa paqij bûye û sal donzdeh meh pencerên malê vedike, ji hawa odê eciz dibe. [7436 uzun_bira] Lê ew dengê xwe nake, çaya ko jê re hatiye, vedixwe û mîna yên din, cixarê dikişîne. [7437 uzun_bira] Ode sade ye. [7438 uzun_bira] Li erdê mehfûrin û xalîçeyeke basîd raxistî ye. [7439 uzun_bira] Li ser mehfûran jî doşek. [7440 uzun_bira] Mêvan li ser doşekan rûniştine. [7441 uzun_bira] Husên Axayê Îbîş ne li odê ye. [7442 uzun_bira] Ew heta dereke çûye [7443 uzun_bira] – Mîrê min, eger te îzin hebe, ez ê ji cemetê re çîroka Xelîl Axa bêjim, Muslîm Axa ji Celadet Beg dipirse. [7444 uzun_bira] – Rîca dikim, Muslîm Axa, Celadet Beg, bi hêdîka dibêje. [7445 uzun_bira] Fermo... [7446 uzun_bira] Muslîm Axa li civata odê dinihêre, simbêlên xwe ba dide, dikene, »Hûn dizanin, Xelîl Axa heye« dibêje û dest bi çîroka xwe dike, [7447 uzun_bira] – Hûn dizanin, Xelîl Axa elimiye ko xizmetkara wî, Xaltiya Zînê, her dem aliyê wî bike û bi misînê dest û lingên wî bişo... [7448 uzun_bira] Muslîm Axa ko xwediyê çend jinan û çend gundên aliyê Çiyayê Kurmênc e, li vir, radiweste û dîsan li Celadet Beg dinihêre. [7449 uzun_bira] Bala Celadet Beg ne li ser Muslîm Axa ye, ew li sobe û dûmanên ko jê radibe, dinihêre. [7450 uzun_bira] – Mîrê min, li qisûrê menêre, Muslîm Axa dibêje, dîsan dikene û çîroka xwe didomîne, belê, Xaltiya Zînê aliyê Xelîl Axa dike. [7451 uzun_bira] Rojekê... Xelîl [7452 uzun_bira] Axa... ewê xwe... yanî qamîşê xwe rep dike... û banî Zînê dike, dibêje, »Zînê, de were, aliyê min.« Dema Zînê dere ba wî, ew ewê xwe... yanî ewê xwe yê rep derdixe û dibêje, »Zînê, de were, carekê jî vî rebenê ha bişo... ma tu vî jî carekê bişoyî, kevir ê bibare!« [7453 uzun_bira] Çîrok xelas dibe. [7454 uzun_bira] Muslîm Axa dikene, gava ew dikene, hemû bedena wî ya girs diheje. [7455 uzun_bira] Yên din jî dikenin. [7456 uzun_bira] Welê dixuye ko kêfa wan gelekî ji çîrokê re hatiye. [7457 uzun_bira] Ew, bi deng, dikenin. [7458 uzun_bira] Celadet Beg, bi tenê, cixare dikişîne û li Muslîm Axa, rûyê wî yê fireh, kenê wî yê bêperwa dinihêre, carekê li Muslîm Axa, carekê jî li yên din dinihêre. [7459 uzun_bira] Bi hênceta çi vî axayî ev çîrok got? [7460 uzun_bira] Çima? [7461 uzun_bira] Ev ên din çima evçend dikenin? [7462 uzun_bira] Çima ev çîrok evçend xweş û balkêş bû? [7463 uzun_bira] Celadet Beg hê weha difikire, yekî din ê kal, bejndirêj, jar û rîhdirêj ko Celadet Beg berê hîç nedîtiye, dest bi axaftinê dike. [7464 uzun_bira] – Eger Mîrê me rê bide, ez ê çîrokekê bibêjim, ew dibêje, lê ya min ne mîna ya Muslîm Axa bê edeb e. [7465 uzun_bira] Bêyî ko ew li bersiva Celadet Beg bipê, ew dest bi çîroka xwe dike û dibêje, [7466 uzun_bira] – Rojekê Hezretî Miheme Eleyselam ji Cebrail dipirse, dibêje, »Ya Cebrail eleyselam, tu ayetan ji min re tînî. [7467 uzun_bira] Baş e, kî wan dişîne? [7468 uzun_bira] Kî ye?« Cebraîl dibêje, »Ez nizanim. [7469 uzun_bira] Ez derim qata Xwedê, li wir ayetan werdigirim û têm. [7470 uzun_bira] Kesê ko ayetan dide, li paş perdekê ye. [7471 uzun_bira] Ez wî nabînim.« Hezretî Miheme ji Cebraîl dixwaze ko ew careke din li paş perdê bimeyzîne, ka kî ye ayetan dişîne. [7472 uzun_bira] Cebraîl wekî Hezretî Miheme dike, dere û perdê vedike. [7473 uzun_bira] Lê çi bibîne? [7474 uzun_bira] Hezretî Miheme bi xwe ye, li wir rûniştiye. [7475 uzun_bira] Ew poşmam dibe, vedigere, tê ba Hezretî Miheme. [7476 uzun_bira] Miheme Eleyselam bi meraq jê dipirse ka kî ye li paş perdê rûniştiye. [7477 uzun_bira] Cebraîl dibêje, »Ya Miheme, kesê paş perdê û pêş perdê jî eynî ye, yanî tu hem li vir î û hem jî li wir î...« [7478 uzun_bira] Civat dîsan dikene. [7479 uzun_bira] Dîsan, ji Celadet Beg pê ve, hemû bi hev re dikenin. [7480 uzun_bira] – Seyda te ev çîrok bi hênceta çi got? [7481 uzun_bira] Celadet Beg ji kalê rîspî dipirse. [7482 uzun_bira] Bibore, ez baş tênegihîştim. [7483 uzun_bira] – Min ew bi qesta mele û şêxên me got, mîrê min, xwediyê çîrokê dibêje. [7484 uzun_bira] Tu dizanî, mele û şêxên me... [7485 uzun_bira] Wî hê gotina xwe xelas nekiriye, Husên Axayê Îbîş dikeve hundir. [7486 uzun_bira] Civat radibe ser piyan. [7487 uzun_bira] Husên Axa silav li wan dike û tê nik Celadet Beg û destê xwe didiyê. [7488 uzun_bira] Mîrê min, min efû bike, haya min ji hatina te nebû, ew bi ken dibêje. [7489 uzun_bira] Zariyan xeber bi min gihandin, ez bi lez hatim. [7490 uzun_bira] Fermo, em rûnin. [7491 uzun_bira] Na, gelek spas, eger te hinekî wext hebe, min dil hebû, em hinekî bipeyiviyana, Celadet Beg, li pê, dibêje. [7492 uzun_bira] – Fermo, Husên Axa dibêje û bi destan rê nîşanî Celadet Beg dike. [7493 uzun_bira] Celadet Beg ji civatê xatir dixwaze, pêlavên xwe yên ko li ber derî ne, dixe lingên xwe, Husên Axa jî yên xwe, dîsan, dixe lingên xwe û herdu bi hev re, ji odê derdikevin. [7494 uzun_bira] Di wan rojan de ko tu niha behs dikî, ez bi dûr ketibûm; ji xwe, ji hebûna xwe, ji welatê xwe, ji dem û wextên xwe yên zaroktî û xortiyê yên Stembolê, ji bîr û hîs, ji nas û dost, ji xwendin û nivîsîn, ji gotin û qiseyên birîndar dûr bûbûm. [7495 uzun_bira] Ez dûrketî û derketî bûm. [7496 uzun_bira] Her tişt di nav bêdengiyeke kûr de xerîbî min bû. [7497 uzun_bira] Ez, xerîbê welatên xerîb, bûbûm xerîbê her tiştî. [7498 uzun_bira] Neçarî û bêgaviyê nefes li min çikandibû, ez ji her tiştî bi dûr xistibûm. [7499 uzun_bira] Bi tenê seyd û nêçîr mabû. [7500 uzun_bira] Bi tenê nêçîr û seydê ez ji derd û keseran, neçarî û bêgaviyan bi dûr dixistim. [7501 uzun_bira] Dostên min Roger Lescot, Husên Axayê Îbîş û çend fransizên din ko ji nêçîr û seydê hez dikirin, bûbûn hevalên min ên revê. [7502 uzun_bira] Belê, nêçîr û seyd rev bû. [7503 uzun_bira] Sey û nêçîrê ew valahiya boş a Hawar û Ronahî-yê dagirtibû... Hema çi bigire her hefte, em diçûn seydê. [7504 uzun_bira] Tu kêmaniyên kinç, taxim û tifingên min ên nêçîrê nîn bûn. [7505 uzun_bira] Kinc û taximan Kamuran ji Parîsê şandibûn, tifing jî ya Hesen Axayê Haco bû. [7506 uzun_bira] Gava berbanga sibê, berî ko ro hilhatibe, hevalên min, bi jîpê, dihatin, ez hazir bûm. [7507 uzun_bira] Di êvarê de, min berik hazir kiribûn û berî ko ew werin, min kincên xwe yên boz li xwe kiribûn û rext girêdabûn. [7508 uzun_bira] Û bi hatina wan, em bi rê diketin. [7509 uzun_bira] Gerçî ne Şengê û ne jî Belênê mabûn. [7510 uzun_bira] Şengê li kuçê di bin erebeyekê de mabû û me jê re, bi hêstirên Sînem û Cemşîd, şîneke nedîtî li dar xistibû. [7511 uzun_bira] Belêna ko êdî pîr bûbû jî çûbû gundê xwe. [7512 uzun_bira] Piştî ko min kew azad kirin, min Belênê jî şand gund. [7513 uzun_bira] Jixwe seg û tajiyên min ên wefakar nebûna jî dibû, ji ber ko êdî jîp hebûn, bi jîpên Mr. [7514 uzun_bira] Lescot û Husên Axayê Îbîş, em diketin pey nêçîrên xwe. [7515 uzun_bira] Em diçûn nêçîra xezal û betan ko di her derên Sûriyê de hebûn. [7516 uzun_bira] Li Cizîrê, Serê Kaniyê, navbera Dêr û Hesiçê, li doraliyên Tidmûr û Risafê, li Nasriyre û Cêrûdê... Xezal kerî bi kerî digeriyan. [7517 uzun_bira] Carina karên wan rastî me dihatin, carina jî nêrî. [7518 uzun_bira] Carina jî kewroşk. [7519 uzun_bira] Di berbangên sibehan û hingûrên êvaran de, xezalan xwe li zeviyên garisan digirtin. [7520 uzun_bira] Gelek caran bi xezalan re bet jî dihatin dîtin. [7521 uzun_bira] Ji sibê heta êvarê, em li pey wan bûn. [7522 uzun_bira] Min bîr û heşê xwe didayê, ji sibê heta êvarê, heşê min li ser wan bû, -da ko heşê min ji jîna min bi dûr keta. [7523 uzun_bira] Lê rastiyê hertim zora xewnê dibir. [7524 uzun_bira] Derengê êvaran, ez, tevî xezal û betên kuştî, vedigeriyam malê. [7525 uzun_bira] Zarok li dora min diciviyan, wan û Rûşenê heywanên ko min anîbûn, dibirin mitbaxê. [7526 uzun_bira] Sînemê dilezand û diçû plaka tirkî »Her Yer Karaniýk« datanî ser gramofonê. [7527 uzun_bira] Wê dizanîbû ko min gelekî ji şiîra wê stranê hez dikir. [7528 uzun_bira] Lê wê nizanîbû ko stran qulipîbû ser qedera min û wê hîsên min jî vedigotin. [7529 uzun_bira] Cemşîd jî textê setrencê danî da ko min pê re bilîsta. [7530 uzun_bira] Wê şeva ko ez çûm mala Husên Axayê Îbîş, dîsan, ez ji seyd û nêçîrê hatibûm. [7531 uzun_bira] Îcar ez dest vala bûm. [7532 uzun_bira] Me bi tenê karikek, sax girtibû û ew jî dabû Lezgîn Axa, yanî Mr. [7533 uzun_bira] Lescot da ko ew wê diyarî xanima xwe Florensê bike. [7534 uzun_bira] Wê şevê, piştî ko Sînemê plak danî serê, ew hate nik min û li erdê rûnişt. [7535 uzun_bira] Wê dil dikir tiştek bigota. [7536 uzun_bira] Min ew pê da gotin; wê cil û bergên nû diviyan... Tavilê min xwe da hev û bi kincên seydê, ez derketim, tevî ko şev êdî dereng bû, çûm mala Husênê Îbîş. [7537 uzun_bira] Li wir jî, her mîna ko tu behs dikî, ew şêx û axayên me rûniştibûn û çîrokên xwe ji hev re digotin! [7538 uzun_bira] Îş û karê wan hertim çîrok bû. [7539 uzun_bira] Bîr û heşê wan her li ser çîrokan bû. [7540 uzun_bira] Xwendin, nivîsîn, afirîn, avakirin, eser, medeniyet... ev tişt dûrî wan bû. [7541 uzun_bira] Şeb û şekir li nik wan yek bû. [7542 uzun_bira] Bi pîqepîq, ew dikeniyan û mîna her carê, şevbihurka xwe li dar dixistin. [7543 uzun_bira] Wexta leglegê diçû bi leqleqê... Eger yekî ko ew nas nekirina, li wir bûya, wî dê bawer bikira ko dostî û samîmiyeta wan kesên rûniştî bêpayan bû. [7544 uzun_bira] Lê min dizanîbû ko ne welê bû. [7545 uzun_bira] Ew bi hev re dikeniyan û çîrokên mele û şêxan digotin. [7546 uzun_bira] Lê li pey hev jî dijminê hev bûn û hezar û yek tiştî li dijî hev digotin. [7547 uzun_bira] Herweha li dijî min jî... 24-25 salên min ên Rohilatê hînî min kiribû; kurd ne yek bûn, yekîtiya wan pir dijwar bû û wan gora hevûdu dikolan. [7548 uzun_bira] Dinya dijminê wan bû, ew jî dijminê hev bûn. [7549 uzun_bira] Her cara ko min civatên wan didîtin, gotinên Ovidius, mamosteyê rojên min ê Stembolê, dihatin bîra min; mirov gurê hev in... Lê kurd ne bi tenê gurê hev, ew ruhistînê hev bûn jî. [7550 uzun_bira] Dinyayê nefes li wan çikandibû, wan jî, bi dijîtî, berberî, hesûdî, dexesî, teşqele û xirecirên biçûk û pûç, her roj, her saet, her deqe, nefes li hev diçikandin. [7551 uzun_bira] Dinyayê rê li wan girtibû, wan jî li hev... û li min... li min... Hingê li parlamentoya Sûriyê şanzdeh wekîlên kurdan hebûn. [7552 uzun_bira] Min hemû dinasîn, hemû dihatin û diçûn mala me. [7553 uzun_bira] Lê me dikir nedikir, me nikarîbû ew bianiyana nik hev da ko wan ji bo gelê xwe yê reben û bêmaf tiştin çê bikirana. [7554 uzun_bira] Ew nedihatin nik hev, -ji ber ko ew li dijî hev bûn, na ne li dijî hev, dijminê hev bûn. [7555 uzun_bira] Ew diçûn û bi dijminên ziman û çanda kurdî re dibûn yek, lê ne bi yên xwe re!.. Dev jê berde, em gotinê zêde nekin. [7556 uzun_bira] Tu vegere ser romanê, ser bîrê, bîra qederê... [7557 uzun_bira] – Mîrê min, fermo, emrekî te? [7558 uzun_bira] Husên Axa, li ber derî, ji Celadet Beg, bi meraq dipirse. [7559 uzun_bira] Xizmetek ko ez bikaribim pê rabim? [7560 uzun_bira] – Husên Beg, ew zeviyên te yên gund... Celadet Beg ji pakêta cixarê cixareyek derdixe, wê vêdixe û bêyî ko li Husênê Îbîş binihêre, dipeyive. [7561 uzun_bira] Tê bîra te, te behsa wan zeviyan kiribû... [7562 uzun_bira] – Belê, tê bîra min. [7563 uzun_bira] – Gelo ew ji bo pembû nabin? [7564 uzun_bira] Niha herkes behsa pembû dike herkes pembû diçîne... Mirov nikare li wir pembû biçîne? [7565 uzun_bira] Belê, çima na. [7566 uzun_bira] Erd gelekî rind e. [7567 uzun_bira] Lê av divê... [7568 uzun_bira] Ma mirov nikare bîrekê bikole û jê av derxe? [7569 uzun_bira] Belê, çima na... Av pir e, meriv dikare avê derxe. [7570 uzun_bira] – Husên Beg, min biryara xwe daye, ez divê dest bi şixulekî bikim ko hinekî pere bîne, hinekî halê me çêtir bike. [7571 uzun_bira] Eger bi dilê te be jî, mi dil heye, em pembû biçînin... [7572 uzun_bira] – Mîrê min, siheta te xweş. [7573 uzun_bira] Ne hewce ye ko em gotinê rakin û daynin. [7574 uzun_bira] Ji niha pê ve, ew zevî yên te ne... [7575 uzun_bira] – Husên Beg, em ê pembû biçînin, em ê bîreke yekta bikolin, jê aveke boş derxin û em ê pembûyeke baş rakin... [7576 uzun_bira] – Me pembû çandiye, bîrek kolaye û em bi hêvî ne ko em ê jê aveke boş derxin û pembûyeke baş rakin... Xweha min a delal, halê me dê baş be, halê te jî, yê me hemûyan... [7577 uzun_bira] Meziyet hatiye. [7578 uzun_bira] Xewna bîst û çar salan bi cîh bûye. [7579 uzun_bira] Piştî wexteke dirêj, gelekî dirêj, ew gîhane hev. [7580 uzun_bira] 24 sal, salên dirêj, dijwar û kambax. [7581 uzun_bira] Salên bi bêrî û tijî hesret. [7582 uzun_bira] Meziyet, Mezoya malbata Bedirxaniyan, tevî mêrê xwe, hatiye Şamê, serdana kekê xwe. [7583 uzun_bira] – Celadet Abi, Huseyma û Sînemê ez îro li bajêr gerandim, Meziyet destê xwe davêje porê Sînema ko li kêleka wê rûniştiye û dibêje. [7584 uzun_bira] Em çûn ser tirba Selehedînê Eyûbî. [7585 uzun_bira] Sînemê her tiştî, bi kitekit, bi min da zanîn. [7586 uzun_bira] Êvar e, ew li ser şîvê rûniştine. [7587 uzun_bira] Xwarinên ko ji bo wê êvarê çêbûne, yên Cizîra Botanê, yên Amojna Stî ne. [7588 uzun_bira] Rûşen Xanim û Meziyet, bi hostehî, ew çêkirine. [7589 uzun_bira] Bîhnên cihê yên rojên kevn ji xwarinan difûrin. [7590 uzun_bira] – Abî, ev xwarin divê bêtin bîra te. [7591 uzun_bira] Amojna Stî û Dadê ew çêdikirin. [7592 uzun_bira] Tê bîra te? [7593 uzun_bira] Gava mam û metên me mitbaxa me ya mezin tijî dikirin û bi qise û kenên xwe mitbax geş dikirin, eynî ev bîhn bûn ko ji mitbaxê difûrîn. [7594 uzun_bira] Tê bîra te? [7595 uzun_bira] – Çawan nayê bîra min? [7596 uzun_bira] Lê tu qet behsa dayê nakî... [7597 uzun_bira] – Bavo tu zanî me çi kirîn, Sînem dibêje û gotina bav û meta xwe dibire. [7598 uzun_bira] Tu dê ji wan gelekî hez bikî, ez dizanim. [7599 uzun_bira] – We çi kirîne, keça min? [7600 uzun_bira] – Me plaka Aida kirî... Metê wê pir xweş dibêje... û me plakeke din jî kirî... [7601 uzun_bira] Celadet Beg bi ken li keça xwe dinihêre û li hêviya bersiva wê dimîne. [7602 uzun_bira] Lê Sînem bi tenê dikene û li meta xwe dinihêre. [7603 uzun_bira] Met jî dikene. [7604 uzun_bira] – De ka tu nabêjî? [7605 uzun_bira] Celadet Beg ji qedeha xwe ya araqê çend qult vedixwe û dipirse. [7606 uzun_bira] Sînem serê xwe dihejîne. [7607 uzun_bira] Wê dil nîn e ko bersiv bide. [7608 uzun_bira] Çavên wê li ser meta wê, ew dibêje, »yek, dido û sisêêê... » û ew û Meziyet, bi hev re, dest bi stranekê dikin; Je t-entend toujour, son tour, toujour... [7609 uzun_bira] Belê, »Je t-entend toujour, son tour, toujour...« Strana mala me ya Kiziýltoprakê, strana ko her rêzeke wê, bi dengê Mezo, dibû yakûd û lûlû. [7610 uzun_bira] Strana danên êvarên bexçê mala me ya duqatî. [7611 uzun_bira] Mezo û Sefo ew digotin. [7612 uzun_bira] Me jî, min, bavo, dayê û birayên min din ên, bi ken, li wan guhdarî dikir. [7613 uzun_bira] Lê kê dizanîbû ko keça min jî dê piştî 40-45 salan, li Şamê ew bigota!.. [7614 uzun_bira] Yek ji wan stranên pêşîn ko Sînem hîn bû, ew strana fransizî bû. [7615 uzun_bira] Hê zimanê wê baş nedigeriya, wê dest bi vê stranê kiribû. [7616 uzun_bira] Ji bo wan salên min ên Stembolê û xweha min a zimanşêrîn, min ew hînî Sînemê kiribû... Û niha jî Mezo û Sinemê, bi hev re, ew digotin. [7617 uzun_bira] Çavên min ên westiyayî ji kêfan dibiriqîn. [7618 uzun_bira] Mezo hatibû. [7619 uzun_bira] Dinya bûbû ya min, ez dîsan vegeriyabûm dinyayê. [7620 uzun_bira] Mezo rojên min ên zaroktiyê anîbûn, Stembol anîbû, tahm û bîhnên ko min ewçend bêrî kiribûn, anîbûn. [7621 uzun_bira] Mezo, xweha min a esmer û çavreş, xweşsohbet û samîmî, stêrk û şevên ronî, tav û tîrêjên germ li payiza umirê min vegerandibûn. [7622 uzun_bira] Gava ew hate, ez ne li malê bûm. [7623 uzun_bira] Min xwe dabû karê xwe, çandina pembû. [7624 uzun_bira] Ez hertim li gund, li ser zeviyan bûm. [7625 uzun_bira] Me bîreke mezin, li kêleka zeviyan, dikola. [7626 uzun_bira] Rojekê, gava ez ji gund vegeriyam, Rûşenê gote min, »Celadet Abî, Meziyet hatiye...« Pêşî ez tênegihîştim ka wê çi digot, paşê hêdî hêdî ez têgihîştim. [7627 uzun_bira] Min li dora xwe nihêrî. [7628 uzun_bira] »Ka, ew li kû ye«, min gotê. [7629 uzun_bira] Ew hê nehatibû Şamê, li Bêrûdê bû. [7630 uzun_bira] Wê telefonî malê kiribû û bi Rûşenê re peyivibû. [7631 uzun_bira] Wê û Rûşenê hevûdu nas nedikirin, hevûdu nedîtibûn. [7632 uzun_bira] Rûşenê, bi carekê, xwe dabû hev û bi rê ketibû, çûbû û ew li Bêrûdê dîtibû. [7633 uzun_bira] Paşê jî ew dîsan vegeriyabû. [7634 uzun_bira] Bi rojan, ez li gund dimam. [7635 uzun_bira] Gava ez vegeriyam û Rûşenê xebera hatina Mezo da min û got ko ew hê li Bêrûdê ye, ez gelekî eciz bûm. [7636 uzun_bira] Çima wê ew neanîbû? [7637 uzun_bira] Paşê mi fahm kir, çima. [7638 uzun_bira] Ez kal bûbûm, esebiyetê ez xistibûm. [7639 uzun_bira] Nemaze piştî şikesta Komara Mahabadê ya kurdî, xewa şevan li min heram bûbû. [7640 uzun_bira] Û çaxa bi qasî kêliyekê xew biketa çavê min jî, ez ji xewê vediciniqîm û hişyar dibûm. [7641 uzun_bira] Eger min xweha xwe, ji nişkekê ve, li hember xwe bidîta, heye ko tiştekî bi min biqewimiya. [7642 uzun_bira] Rûşen û Mezo weha fikirîbûn. [7643 uzun_bira] Ma hewce ye ko ez hîsên xwe yên dîtina piştî bîst û çar salan, niha, bibêjim? [7644 uzun_bira] Wê, bi girîn, xwe avêt hembêza min. [7645 uzun_bira] Ew li min piçikiya û rû, rîh, gum, çav û eniya min ramûsî. [7646 uzun_bira] Ne ji min, ne ji wê deng derdiket. [7647 uzun_bira] Ew digiriya... Ji çavên min jî çend hêstir gêr bûn... Paşê, hêdî hêdî, em dîsan hînî hev bûn. [7648 uzun_bira] Mezo, dîsan, eynî Mezo bû; şên, bi henek, zimanxweş, dengbedew û bihîstiyar. [7649 uzun_bira] Lê neçarî li dora wê bû jî. [7650 uzun_bira] Jînê li wê jî xayintî kiribû. [7651 uzun_bira] Dengê wê, xwendin û perwerdeyiya wê nema bi kêrî tiştekî dihat. [7652 uzun_bira] Wê li Stembolê atolyeke terzîtiyê vekiribû û cil û bergên jinan didirû. [7653 uzun_bira] Xweha min a bîrbir ji Rûşen, Huseyma û Sînemê re jî kinc dabûn dirûn û anîbûn. [7654 uzun_bira] Li pey kena wê ya hertim endîşeyeke diyar hebû. [7655 uzun_bira] Qermîçokan li ser rûyê wê jî rê vekiribûn. [7656 uzun_bira] Herçiqas ne mîna min porspî bûya jî, tayên spî porê wê jî vegirtibûn. [7657 uzun_bira] Xweha min a ko mîna şitilan bû, gelekî qelew û fireh bûbû, rûyê wê gilovertir bûbû, di bin çavên wê de kîsikên biçûk hatibûn pê... Jîn bêşop derbas nedibû. [7658 uzun_bira] Tevî vê, tevî ew qeda û belayên ko bi serê me de hatibûn, em hê jî mêvanê jînê bûn!.. Mezo jî, mîna min, ji araqê hez dikir. [7659 uzun_bira] Gava Rûşen, zarok û mêrê wê ko yekî nenas bû, diçûn û radizan, min û wê dest bi sohbeta xwe dikir. [7660 uzun_bira] Min dipirsî, wê digot. [7661 uzun_bira] Mam û met, nas û xizm, kes û şexs, cîh û war, reng û tahm, mal û tax, cade û kolan, deng û pejn, yek bi yek, dihatin û dibûn mêvanên sohbetên me. [7662 uzun_bira] Çaxa serê me hinekî xweş dibû, wê ji min dipirsî, »Abî, ez wan stranên ko te jê hez dikirin, bibêjim?..« Min ê çawan bigota na... Wê dest bi stranên mala me ya zaroktiyê dikir, em herdu bi hev re, difiriyan û diçûn Stembolê, mala me ya bi bexçe û bîr. [7663 uzun_bira] Lê wê bi tenê behsa Dayê nedikir. [7664 uzun_bira] Her cara ko qala Dayê dibû, wê gotin diguherî. [7665 uzun_bira] Min rewşê fahm kiribû, lê min xwe li nezaniyê datanî. [7666 uzun_bira] Lê heta kengê? [7667 uzun_bira] – Mezo, sevgili kizkardeşîm, xweha min a delal, Celadet Beg ji teyfika ber xwe, tîkeyekî goştê biraştî yê xezalan, jêdike, dibe devê xwe û bi ken dipeyive, xweha min, mixabin, em hew zarok in... Tu ji kekê xwe re bibêje... Dayê... çawan wê wefat kir? [7668 uzun_bira] Bêdengiyek bi ser sifrê de tê. [7669 uzun_bira] Kes napeyive. [7670 uzun_bira] Celadet Beg bi gotina xwe poşmam dibe. [7671 uzun_bira] Lê tîrê ji kevanê firiyayî hew vedigere. [7672 uzun_bira] Ew qedeha xwe dibe devê xwe û li xwişka xwe dinihêre. [7673 uzun_bira] Meziyet li birayê xwe dinihêre, li çavên wî, li bîbikan dinihere. [7674 uzun_bira] – Destpêka salên sîhan bû, ew çavên xwe ji kekê xwe direvîne û dibêje. [7675 uzun_bira] Destpêka havînê bû. [7676 uzun_bira] Danê êvarekê bû. [7677 uzun_bira] Wekî her carî, wê rojê jî, dayê dolbenda xwe avêt serê xwe û derket bexçê, nik bîrê û li bîrê û daran nihêrî. [7678 uzun_bira] Piştî wefata bavo, dayê jî guherî. [7679 uzun_bira] Ew zêde nedipeyivî. [7680 uzun_bira] Gava ew dipeyivî jî, ne bi me re, lê bi bavo, Safter û we re dipeyivî. [7681 uzun_bira] Wî danê êvarê jî, ew li ber masa kêleka bîrê rûnişt û hin tişt gotin, peyivî. [7682 uzun_bira] Min jî, di nav teyfikeke fireh de, purtaqal û mandarîn birin û danîn ser masê. [7683 uzun_bira] Min jê re purtaqalek û mandarînek qeşilandin. [7684 uzun_bira] Wê ew, hêdî hêdî, xwarin, yek ji bo xwe, yek jî, ji bo bavo... tu dizanî, bavo çiqas ji purtaqal û mandarînan hez dikir... Wê hûn pirsîn, xeberên we yên dawîn pirsîn. [7685 uzun_bira] Em hinekî li ser we peyivîn. [7686 uzun_bira] Paşê jî wê xwest hinekî razê. [7687 uzun_bira] Min ji hundir şûlek anî û avêt ser sînga wê û ez vegeriyam hundir. [7688 uzun_bira] Çûyin, ew çûyin bû... Ew ket xewa kûr û nema vegeriya. [7689 uzun_bira] Sakîn û bêdeng, eynî mîna bavo... Me ew li goristana Üsküdarê defn kir, nik mam û metên me. [7690 uzun_bira] Me nexwest ko hûn pê bihesin. [7691 uzun_bira] Jixwe derdê we têra we dikir... [7692 uzun_bira] Deng ji kesî dernakeve. [7693 uzun_bira] Celadet Beg li qedeha pêşiya xwe dinihêre, bi tiliyên xwe, wê dizîvirîne. [7694 uzun_bira] Meziyet, bêdeng, çavên xwe paqij dike. [7695 uzun_bira] Piştî kêliyekê, Celadet Beg, bêyî ko serê xwe rake, bi dengekî pir nizm, dibêje, [7696 uzun_bira] – Çok yazik oldu... Çok yazik oldu... Ew çend caran gotina xwe dubare dike. [7697 uzun_bira] – Anne, annem, yadê, dayê, ew, pêşî bi tirkî, paşê bi kurdî, dibêje. [7698 uzun_bira] Reh û rêçên jîna min, zarokiya min, sebeba hebûna min, kîbara min, bêdenga min, bextreşa min, dayê, dayê... [7699 uzun_bira] Celadet Beg hew dikare xwe rabigire, dest bi giriyê dike. [7700 uzun_bira] Pêşî giran, pir giran, paşê bi deng... Ew digirî, serî û rûyê xwe dixe nav herdu destên xwe û digirî... [7701 uzun_bira] FOTOGRAFA DAWÎN: Bîr; bîra qederê, bîra mirinê... heş û bîr... bîrbirina qederê... bîr, kaniya umir û jînê, warê pêşîn û dawîn... [7702 uzun_bira] Belê, rûpelên romana Bîra Qederê, hêdî hêdî, digihên dawiyê. [7703 uzun_bira] Her destpêkekê dawiyek heye; Bîra Qederê jî fotografeke dawîn heye. [7704 uzun_bira] Fotografa dawîn a çûyinê ye; çûyina dawîn a bêveger... [7705 uzun_bira] Fotograf a mirinê ye. [7706 uzun_bira] Ev fotografa dawîn a romanê ko gelekî ronî ye, tarîtiya çûyin û mirinê nîşan dide. [7707 uzun_bira] Sal 1951 e, ji rojan 15-ê tîrmehê ye. [7708 uzun_bira] Germ e, tevî ko danê êvarê ye, dinya dikele. [7709 uzun_bira] Bajarê Şamê û taxa kurdan a bajêr, bi xebera reş, dikele; mirina ko ji lehengê vê romanê pê ve kesî nedipa, hatiye û ber bi axa reş, şûn û warê vegera dawîn, bi rê ketiye. [7710 uzun_bira] Çare nîn e, li hember mirinê tu çare tune. [7711 uzun_bira] Di fotografê de, li pêş cenaze dixuye. [7712 uzun_bira] Li ser milên çar kesan, cenaze bi rê ketiye û dere. [7713 uzun_bira] Li pey cenazê jî xelkekî pir, bi gavên giran, di kolaneke fireh de, dimeşe. [7714 uzun_bira] Seriyê dawîn ê xelkê naxuye. [7715 uzun_bira] Kevirên kolanê, bi şewqa tîrêjên tavê, dibiriqin. [7716 uzun_bira] Esman vekirî û zelal e, ne ewrek, ne jî tarîtiyek dixuye. [7717 uzun_bira] Dinya ecêb ronî ye. [7718 uzun_bira] Şênî, hêdî hêdî, serê wan li ber wan, dimeşe. [7719 uzun_bira] Ew kî ne? [7720 uzun_bira] Kesên ko nasên xwendevanên Bîra Qederê ne, tê de kêm in. [7721 uzun_bira] Di navenda rêza pêşîn de, Cemşîd duxiye. [7722 uzun_bira] Li herdu kêlekên wî jî Husnî Begê Berazî û Yusif Melik dixuyin. [7723 uzun_bira] Herdu ketine milên Cemşîd û dimeşin. [7724 uzun_bira] Bi qasî ko ji fotografê dixuye, kes napeyive. [7725 uzun_bira] Koça dawîn bêdeng tê pê. [7726 uzun_bira] Bajarê rengîn ê îslamê, bêdeng, li vê çûyina dawîn a mîrekî kurdan şahîdî dike. [7727 uzun_bira] Û fotografa dawîn a Bîra Qederê, bêdeng, şahîdî li roja dawîn a umrê Celadet Alî Bedirxan dike. [7728 uzun_bira] Celadet Beg dere. [7729 uzun_bira] Cemşîd ko hê nû ketiye donzdehan, li pey bavê xwe dimeşe. [7730 uzun_bira] Serê wî li ber wî, di navbera mamên xwe de, li pey bavê xwe, cara dawîn, dere. [7731 uzun_bira] Piştî vê roja germ a havînê, ew ê hew li pey bavê xwe here. [7732 uzun_bira] Ew ê hew pê re be, hew pê re bipeyive, jê re bibêje, »Bavo, bavo binêre, ez mezin bûme, ez bûme Mîr Cemo...« [7733 uzun_bira] Cemşîd çi difikire, çi hîs dike? [7734 uzun_bira] Ma meriv li pey mirinê çi hîs dike? [7735 uzun_bira] Keser, bi tenê keser. [7736 uzun_bira] Mîna şitilekê, dirêj û zirav, Cemşîd dimeşe û bavê xwe bi rê dike. [7737 uzun_bira] Kî çi dibêje, bila bibêje; mirin ecêb e, çûyin û koça dawîn kambax e. [7738 uzun_bira] Mirin keser e. [7739 uzun_bira] Ew nayê qebûl kirin. [7740 uzun_bira] Cemşîd li pey bavê xwe dere û wî bi rê dike, lê ew ê çawan qebûl bike ko bavê wî dê hew vegere malê, hew bi dengê xwe yê gur bipeyive û hew jê re bibêje, »Cemo, kurê min, ez ketime bextê te, tu min, bavê xwe yê kal, şermezar dernexînî?..« [7741 uzun_bira] Fotografa dawîn a romanê, bergeha dilsoj a veqetînê ye; Celadet Beg ji jiyana rengîn, lê pirî caran kambax, vediqete, ji Cemşîd vediqete, ji heval û dostên ko di wênê de dixuyin, vediqete, ji Rûşen Xanim, Huseyma, Sînem û Ehmedê Ferman vediqete, ji zimanê xwe yê birîndar û rûpelên kovarên xwe vediqete. [7742 uzun_bira] Ew ji dinê vediqete. [7743 uzun_bira] Celadet Beg, li ser milên çar kesan, di xewa ebedî de razayî, ji dinê xatir dixwaze û dere. [7744 uzun_bira] Piştî vê fotografê êdî tu kes ê nikaribe fotografên wî bikişîne. [7745 uzun_bira] Tu kes ê nikaribe wî li ser kitab, kovar û kaxizan bibîne. [7746 uzun_bira] Tu kes ê nikaribe wî di kêf û henekan de, şîn û taziyan de, seyd û nêçîran de bibîne. [7747 uzun_bira] Îro, yanî roja 15-ê tîrmeha 1951-an ko ev fotografa dawîn hatiye kişandin, roja dawîn e. [7748 uzun_bira] Îro roja veqetînê ye. [7749 uzun_bira] Piştî îro êdî bi tenê valahî, xewn û xeyal hene. [7750 uzun_bira] Ji îro pê ve êdî rastî dê biqulipin ser xewn û xeyalan... Di fotografa yekemîn a Bîra Qederê de merivek hebû. [7751 uzun_bira] Di bihara 1893an de ko dinya û jiyan, ji nû ve, dest bi geşbûnê dikir, merivekî, li ser giraveke biçûk li kamerayê dinihêrt. [7752 uzun_bira] Meriv navenda wê fotografê bû. [7753 uzun_bira] Di fotografa dawîn de jî, dîsan, meriv navend e. [7754 uzun_bira] Fotografên Bîra Qederê bi merivekî û hebûna wî dest pê dikir û bi merivekî û çûyina wî xelas dibe. [7755 uzun_bira] Hatin û çûyin; du haletên herî însanî yên cîhanê. [7756 uzun_bira] Fotografa dawîn a Bîra Qederê strana veqetîn û çûyinê, bêdeng, bêzar, dinehwirîne. [7757 uzun_bira] Kurê min, guhdarî bike, ev strana bêdeng a veqetîn û çûyinê ye, lê guhdarî bike, Celadet Beg li Cemşîd dinihêre û dibêje. [7758 uzun_bira] – Na bavo, ez naxwazim lê guhdarî bikim, Cemşîd serê xwe dizivîrîne û li bavê xwe vedigerîne. [7759 uzun_bira] Ez bi wê dizanim, min berê jî lê guhdarî kiriye. [7760 uzun_bira] Ez wê naxwazim. [7761 uzun_bira] Celadet Beg ko li ber serê kurê xwe rûniştiye, dikene, destê xwe yê rastê dibe ser serê lawê xwe û porê wî mist dide. [7762 uzun_bira] Saet deh û nîvê êvara 14-ê tîrmeha 1951-an e. [7763 uzun_bira] Di oda Cemşîd de, bi tenê çira biçûk a li ber serê Cemşîd vêxistiye. [7764 uzun_bira] Mal bêdeng e. [7765 uzun_bira] Ehmedê Ferman, Huseyma, Rûşen Xanim û Sînem, herkes, çûye oda xwe. [7766 uzun_bira] Dinya jî germ e, tevî ko hemû pencerên malê vekirî ne, germahiyeke giran bi ser malê ketiye. [7767 uzun_bira] Mîna ko ew gelek caran dike, vê êvarê jî Celadet Beg hatiye oda kurê xwe û jê re tiştine edebî, bi kurdî, dixwîne. [7768 uzun_bira] Umrê Cemşîd êdî mezin e, ew bi xwe jî, gelek caran, tiştên edebî, ji bo bavê xwe dixwîne, lê vê êvarê Celadet Beg dil heye, jê re, ji rûpelên Hawara ko hew derdikeve û hew kes behs dike, hin tiştan bixwîne. [7769 uzun_bira] – Berxê min, Celadet Beg dibêje, tu guhê xwe bide vê stranê. [7770 uzun_bira] Lamartine, şaîrê mezin ê fransizî, ev nivisiye. [7771 uzun_bira] Bavê te jî ew wergerandiye. [7772 uzun_bira] Şiîreke gelekî zîz e, guhê xwe bidiyê. [7773 uzun_bira] – Na bavo, ez naxwazim... [7774 uzun_bira] Lê Celadet Beg lê guhdarî nake, ew berçavikên xwe dibe ber çavên xwe, rûpelên kovarê hinekî ber bi çirê dike û dest bi xwendinê dike, hêdî hêdî; [7775 uzun_bira] Çûyin; bê girîn û zehmet e; / Ez ê herim... / Mîna pelekî sivik / Ko ba ji darê diweşîne... / Ez ê herim bê ax û zarîn; / Bê şîn û girîn. [7776 uzun_bira] / Girîn û hêstir ji bona çi? [7777 uzun_bira] / Ez ê herim! [7778 uzun_bira] / Mîna ba û bablîsokê, mîna av û ronahiyê... / Xwedê dilê min / Li ser sindiyana jiyînê danî; / û bi girane û zompên qehr û xweşiyê lê da... [7779 uzun_bira] – Bavo ez naxwazim... Cemşîd, bi hêrs, dibêje û destê xwe davêje rûpela ko Celadet Beg dixwîne. [7780 uzun_bira] Ez naxwazim li vê guhdarî bikim... Eger tu dê bixwînî, hingê ji min re çîrokeke Şehrezadê ya Hezar û Şevekê bixwîne... [7781 uzun_bira] Celadet Beg, dîsan, li kurê xwe ko di nav ciyan de dirêj bûye, dinihêre. [7782 uzun_bira] Cemşîd jî, hinekî bi heyret, li bavê xwe dinihêre. [7783 uzun_bira] Çavên reş ên mîna hev, bi qasî kêliyekê, li hev dinihêrin. [7784 uzun_bira] Di bin ronahiya qels a çirê de, çavên Cemşîd, mîna du lib yakûd, dibiriqin. [7785 uzun_bira] Germahiyekê bi ser Celadet Beg de tê, dilê wî diguvêşe. [7786 uzun_bira] – Kurê min, ew dibêje û xwar dibe, ji çavê kurê xwe maç dike. [7787 uzun_bira] Kurê min... lawê min, pêşeroja min... [7788 uzun_bira] Ew çend caran ji çavê Cemşîd maç dike, wî hembêz dike û radibe ser piyan. [7789 uzun_bira] – Ez herim nik eta te Sînemê û ji wê re jî bibêjim »şevbaş«, ew dibêje û ji odê derdikeve. [7790 uzun_bira] Şev dadiket. [7791 uzun_bira] Ez û şevê, hevalên hev ên umrê derketî, dê dîsan, bi tenê, bimana. [7792 uzun_bira] Şevê dê dîsan ez hembêz bikirama û aliyên xwe yên nû û veşartî nîşanî min bida. [7793 uzun_bira] Lê berî ko min xwe berda hembêza şevê, min diviya ji zarokan xatir bixwesta. [7794 uzun_bira] Hema çi bigire, min ew hew didîtin. [7795 uzun_bira] Ez li gund, li ser pembûyan bûm. [7796 uzun_bira] Pirî caran li wir dimam û bi tenê ji bo tiştên pêwist dadiketim bajêr. [7797 uzun_bira] Ez û Husên Begê Îbîş li hev hatibûn; me dê, bi rêdana Yezdanê Pak, pemboyeke baş rakira... Wî texsîr nedikir û ew ji tu mesrefê nedireviya. [7798 uzun_bira] Min jî texsîr nedikir û ez bi roj û şev dixebitîm. [7799 uzun_bira] Divê bête bîra te ka min çawan xwe bi dil û can dabû karê weşandina kovaran. [7800 uzun_bira] Her welê, niha jî, min xwe dabû karê çandiniyê. [7801 uzun_bira] Cemşîd diviya, bi keser û xemgînî, li bisiklêtên hevalên xwe nenihêriya, diviya, mîna hevalên wî, bisiklêtên wî jî hebûna. [7802 uzun_bira] Sînema min ko bûbû keçikeke xama diviya, bi dilê xwe li xwe bikira... diviya ew neketa pey hesabên qurişan... Min diviya siûda teres a neçariyê biqulipanda ser heyinê. [7803 uzun_bira] Ne ji bo xwe, lê ji bo zariyan... Lê mîna her tiştî qayideyên vî şixulî jî hebûn; heçî diket govendê, diviya çepilkên xwe bihejanda. [7804 uzun_bira] Yanî ez diviya li gundê Husên Beg, Hêcanê, bimama û li ser şixul bûma. [7805 uzun_bira] Meziyet, xweha min a bextreş ko mîna birayên xwe yên derketî, her bi derd û kul bû, çûbû. [7806 uzun_bira] Wê agir bi dilê min xistibû û vegeriyabû Stembolê. [7807 uzun_bira] Tevî mêrê xwe yê serserî ko min hîç jê hez nekir. [7808 uzun_bira] Em dîsan ji hev veqetiyabûn. [7809 uzun_bira] Lê îcar, veqetandina me ebedî bû. [7810 uzun_bira] Hem min hem jî wê fahm kiribû ko me dê nema hevûdu bidîta. [7811 uzun_bira] Riyên jînê, bêveger, ji hev vediqetiyan. [7812 uzun_bira] Berî çûyina wê bi du rojan, ez ji gund vegeriyam û hatim malê. [7813 uzun_bira] Çawan çavê wê bi min ket, wê dest bi giriyê kir. [7814 uzun_bira] Di nav wan du rojan de, ew her giriya. [7815 uzun_bira] Şeva dawîn, min jê re çend rêz, bi tirkî, nivisîn, tê de jê xatir xwest û ji malê, nîvê şevê, bi dizîka derketim û çûm gund. [7816 uzun_bira] Gava min ew çend rêz nivîsîn, min dil kir ko oxira wê bi xêr bûya, -tevî ko min dizanîbû, oxira wê ne bi xêr bû... [7817 uzun_bira] Tu dê niha bipirsî ka çima ez welê bi dizîka ji malê çûm, bêyî ko xweha xwe hembêz bikim û pê re heta Bêyrûdê herim... Min taqet nebû. [7818 uzun_bira] Ne hêz, ne taqet, ne jî quwet mabû. [7819 uzun_bira] Min hew xwe li hember veqetînên zîz radigirt. [7820 uzun_bira] Ji vê pê ve, ez çi bibêjim? [7821 uzun_bira] Barên giran ên kurdbûnê û şopên kambax ên salên dirêj ez xistibûm. [7822 uzun_bira] Rast e, sebir û metanet hîmên esasî yên merivan, nemaze yên merivên demên nû û têkoşer in. [7823 uzun_bira] Rast e, ev herdu meziyet mirovan li ser piyan digirin. [7824 uzun_bira] Lê belê hest, bîr û bedena min a pîr ko ji xwe bi sebir û metanetê hatibû hûnandin, hew dikarîbû xwe bi sebir û metanetê bineqişanda û eybên pîrîtiyê veşarta. [7825 uzun_bira] Sebir û metanet jî, ji hestên westiyayî û bedena kal, bi dûr ketibûn. [7826 uzun_bira] Li gund, halê min ne xirab bû. [7827 uzun_bira] Gundiyên Husên Beg qedrê min digirtin. [7828 uzun_bira] Cîh û mala min hebû. [7829 uzun_bira] Gund, çandinî û pembû jî li jîna min a peregende zêde bûbû. [7830 uzun_bira] Lê min bêriya zariyan dikir. [7831 uzun_bira] Berxa bavo, tu niviyayî? [7832 uzun_bira] Celadet Beg li ber deriyê Sînemê radiweste û dibêje. [7833 uzun_bira] Na bavo, Sînem ji hundir dibêje, bavo were, binêre ka ez çi dixwînim. [7834 uzun_bira] Celadet Beg derî vedike, bi ken, dikeve hundir û dere li ser kursiye ko li kêleka textê razanê yê Sînemê ye, rûdine û ji Sînemê dipirse, [7835 uzun_bira] Tu çi dixwînî keça min? [7836 uzun_bira] Ez defterên ko te ji bo min û Cemo nivîsîne dixwînim. [7837 uzun_bira] – Min ew defter ji bo van rojên ko hûn bikaribin bixwînin, nivîsîn, keça min, Celadet Beg, bi ken, dibêje. [7838 uzun_bira] De ka ji bavê xwe re bixwîne, ka bavê te çi nivisiye... [7839 uzun_bira] Sînem, hinekî din, serê xwe ber bi çirê dike û rûpela vekirî ya defterê dixwîne; »Kurê min, keça min!.. Carinan ji we re hin tiştan dibêjim. [7840 uzun_bira] Hûn bi wan bendewar dibin. [7841 uzun_bira] Ew bi kêrî we tê. [7842 uzun_bira] Hûn hineka ji bîr dikin, hinekên din di bîra we de dimînin. [7843 uzun_bira] Lê heke min ew ji we re nivîsandin û xistin deftera we, hûn tu car ji bîr nakin...« [7844 uzun_bira] Sînem serê xwe ji defterê radike û bi çavên pirsdar, li bavê xwe dinihêre. [7845 uzun_bira] – Çi bû keça min? [7846 uzun_bira] Çima tu sekinî? [7847 uzun_bira] ew jê dipirse. [7848 uzun_bira] – Bavo, ew, bi hêdîka dibêje, heke tu eciz nebî, ez dixwazim tiştekî bipirsim... [7849 uzun_bira] Bipirse keça min, çima ez ê eciz bim. [7850 uzun_bira] Bavo, min li rûpelên nû yên van rojên dawîn jî nihêrîn... [7851 uzun_bira] Herê? [7852 uzun_bira] – Di van rûpelên nû yên defterê de, tu hertim behsa mirin, şîn û taziyê dikî... Çima? [7853 uzun_bira] Celadet Beg dikene û bi qasî çendekê bêdeng dimîne. [7854 uzun_bira] Ew nizane çi bibêje. [7855 uzun_bira] – Heke tu rastiyê bixwazî, ez jî nizanim ka çima ez welê dinivîsim. [7856 uzun_bira] Lê tu dizanî, bawerî bi mirin û melayka mirinê nabe. [7857 uzun_bira] Ew ji nişkekê ve tên. [7858 uzun_bira] Armanca min bi wan rêzan, heye ku, ev be; heke sî û hilma mirinê bi ser mala me de girt, şîn û taziya mala me divê li gora edet û ûsilên mîran be, li gora rabûn û rûniştina bav û kalan be. [7859 uzun_bira] Gerek e ko hûn bi van edet û ûsilan bizanibin... [7860 uzun_bira] – Bavo, çima tu weha dipeyivî? [7861 uzun_bira] – Tu guh mede bavê xwe yê kal, keça min... de bavê xwe maç ke û razê... [7862 uzun_bira] Şev daketiye, Celadet Beg Cemşîd û Sînem maç kirine û ew kirine xew. [7863 uzun_bira] Rûşen Xanim û yên din jî razane. [7864 uzun_bira] Celadet Beg û şev bi tenê mane. [7865 uzun_bira] Na, ew ne bi tenê ne. [7866 uzun_bira] Stêr jî hene. [7867 uzun_bira] Celadet Beg li salonê, li erdê, ser xalîçê, xwe dirêj kiriye û dinivîse. [7868 uzun_bira] Rojeke nû dest pê kiriye. [7869 uzun_bira] Lê hê şev e, saet li dora diduyên şevê ye. [7870 uzun_bira] Ronahiya stêrkan xwe ji pencerên vekirî yên salonê digihîne hundir. [7871 uzun_bira] Xwelîdanka li ber Celadet Beg nîvtijî ye. [7872 uzun_bira] Dora wî tijî kaxiz e; kovar, rojname, kitab, defter, rûpel, resim û ansîklopedî, peregende, li ser xalîçê ne. [7873 uzun_bira] Ji gramofonê jî dengê Emû Kalsûmê tê; ela bela bîhn mehmûdî... welatê min ê delal were, min werbigire û bibe... [7874 uzun_bira] Celadet Beg nameyeke dirêj, bi tirkî, ji jina xwe Rûşen Xanimê re ko li oda kêlekê razaye, dinivîse. [7875 uzun_bira] Ew jî nizane ka çima ew ne bi kurdî yan jî fransizî, lê bi tirkî dinivîse. [7876 uzun_bira] Wî bi »Yavrum Rûşen« dest pê kir û welê bi tirkî didomîne. [7877 uzun_bira] Piştî çûyina Meziyetê zîziyeke boş hemû heş û bedena Celadet Beg vegirtiye. [7878 uzun_bira] Hest û hîsên wî teniktir, guman û endîşeyên wî kûrtir û bîr û heşê wî jî ziravtir bûne. [7879 uzun_bira] Ji roja çûyina Meziyetê û vir ve, ew her li Rûşen Xanimê û zarokan difikire. [7880 uzun_bira] Li hember wan, ew xwe çê hîs nake û wîjdanê wî ne rihet e. [7881 uzun_bira] Loma ew ger bi nameyan ger bi notên ko ew di defterên Sînem û Cemşîd de dinivîse, her vê nerehetiya xwe diyar dike. [7882 uzun_bira] Mîna îşev. [7883 uzun_bira] »Rûşena Delal...« Wî weha dest bi nama xwe ya îşev kiriye û wê, hêdî hêdî, didomîne. [7884 uzun_bira] Tevî cixare û konyakê. [7885 uzun_bira] Ew ji cixara xwe nefeseke dirêj dikişîne û dîsan li nama ko li ber xelasbûnê ye vedigere û weha dinivîse; »Ez dixwazim, berî mirina xwe, ko ne dûr e, tiştekî biçûk ji we re bihêlim. [7886 uzun_bira] Ma ev ne hewce ye?..« Pênûs bi lez nalive, naherike. [7887 uzun_bira] Ka ew rojên çûyî ko pênûsê mîna hespekî rewan serî digirt û diçû, mîna lehiyekbiharê diherikî? [7888 uzun_bira] Ew kî bû ko ev kitab, kovar, rojname û defter nivîsîn? [7889 uzun_bira] Ka ew Celadet Begê berê? [7890 uzun_bira] Gelo ew xewn bûn? [7891 uzun_bira] Ew jiyan, ew evîn, ew bajar û welat, bûyer û serpêhatî, ew hemû xewn û xeyal bûn? [7892 uzun_bira] Ew bi tenê xewn û xeyalên romana Bîra Qederê bûn? [7893 uzun_bira] Niha, mîna ko Celadet Beg ew nejiyane, her tişt jê bi dûr ketiye, perdeyeke reş a windabûn û bîrbûnê di [7894 uzun_bira] navbera wî û jiyana wî de hatiye rakêşandin. [7895 uzun_bira] Mîna ko Celadet Beg, niha, di nav xewnekê de dijî. [7896 uzun_bira] Ew ji qedeha xwe jî çend qultan vedixwe û gotinên xwe yên dawîn ko bi hezar zehmetî tên heşê wî, bi hêdîka, bi nestnivîsa xwe ya xwar ko hê jî spehî ye, dinivîse; »...Ez welê bawer dikim ko ez bi wezîfeyên xwe, ji bo milet û welatê xwe, bi awayekî baş û heye ko hîn çêtir jî, rabûm... û niha ji bo mala xwe jî tiştekî bikim...« [7897 uzun_bira] Ji aliyekî ve, gotina te rast e. [7898 uzun_bira] Ew şeva ko tu niha vedibêjî, bi rastî jî, şeveke gelekî taybetî bû. [7899 uzun_bira] Ez di nav xewneke kûr de diçûm û dihatim. [7900 uzun_bira] Rast e, min ew name nîvê şevê nivîsî. [7901 uzun_bira] Heye ko saet jî li dora diduyan bû. [7902 uzun_bira] Lê belê, berî namê, ez derketim der û çûm bajêr. [7903 uzun_bira] Heye ko te jî bi vê yekê nizanîbû?.. Wê şevê min du tiştên nû kirin; bi tenê derketim derve û gava ez derketim, min qirawat girêneda. [7904 uzun_bira] Min qedeha calvadosê qedand, berik bir devê demançê, ew girêda, tevî ko pir germ bû, çakêtê xwe li xwe kir û ez derketim. [7905 uzun_bira] Em, ez û şev, nasên hev bûn. [7906 uzun_bira] Di wê germahiya şevê de, ez ji taxa Muhacirîn daketim sûka Salihiyê. [7907 uzun_bira] Şevê perda xwe kişandibû ser bajêr. [7908 uzun_bira] Bajar diniviya. [7909 uzun_bira] Hin çirayên qels, li vir, li wir, dixuyan. [7910 uzun_bira] Lê şev ronî bû, stêrkên ko hevaltiya min dikirin, ronahî direşandin ser bajarê kevnar. [7911 uzun_bira] Li ber hin avahiyên mezin pasevanên çekdar hebûn. [7912 uzun_bira] Hin zabît, bi lez, diçûn. [7913 uzun_bira] Hin serxweş, bi hêdîka, xwe dilivandin. [7914 uzun_bira] Ji şeva bêdeng a germ jî dixuya ko bajar di bin hukmê eskeran de bû. [7915 uzun_bira] Lê ez xerîb bûm, tevî salên min ên dirêj ên bajêr, ez hê jî derketiyekî bûm. [7916 uzun_bira] Min hê jî li welatekî ne welatiyek hebû, ne jî pasaportek. [7917 uzun_bira] Min silav da wan û di ber dûkanên Salihiyê re borîm. [7918 uzun_bira] Çi karê min bi wan ketibû? [7919 uzun_bira] Xerîb diviya di riya xwe de biçûya! [7920 uzun_bira] Carina ji hin derên dûr hin deng dihatin. [7921 uzun_bira] Qîrîn? [7922 uzun_bira] Gazîn? [7923 uzun_bira] Bang? [7924 uzun_bira] Olana şehwetê? [7925 uzun_bira] Ma kê dizanîbû! [7926 uzun_bira] Şev bû, di pêsîra xwe de bi hezaran dizî û sir vedişartin... Ez heta meydanê çûm. [7927 uzun_bira] Bi qasî kêliyekê, min xwe da ber dîwarê xaniyekî û li meydanê nihêrî. [7928 uzun_bira] Çendîn rojên min li wir derbas bûbûn, min çendîn kes li doraliyên wê dîtibûn, çendîn caran dil ê min, li wir, bi heyecan, coş û keserên bûyeran, tiştan, hilavêtibû... Lê dil niha kal bûbû. [7929 uzun_bira] Li meydanê, careke din, ez bi vê yekê hesiyam. [7930 uzun_bira] Paşê jî, paşê jî ez dîsan hilkişiyam jor, nik kalikê xwe. [7931 uzun_bira] Mîr Bedirxan li goristana bêdeng, di nav qebra xwe de, mîna her carê, li hêviya min bû. [7932 uzun_bira] Dapîra min Rûşen ko ji mêj ve ye, ne te qal kir, ne jî min, li kêleka Mîr Bedirxan, tevî ko gora wê ne diyar bû, veşartî bû. [7933 uzun_bira] Min, dîsan, herwekî ko tu û xwendevanên romanê pê dizanin, dest bi gotinê kir û bi bapîrê xwe re peyivîm. [7934 uzun_bira] Lê îcar ez hinekî bi dapîra xwe Rûşenê re jî peyivîm. [7935 uzun_bira] Niha nayê bîra min ka ez bi wan re çi peyivîm. [7936 uzun_bira] Her tişt mîna xewnekê bû, di nav mij û dûmanê de bû. [7937 uzun_bira] Lê gava ez ji wan veqetiyam, min weha got; »Kalo, pîrê, ez derim, lê ez ê di nêzîk de, pir nêzîk de, vegerim...« Herê, welê bû; şeva tarî di êvarê de kifş bû. [7938 uzun_bira] Piştî ko Celadet Beg nama xwe dinivîse û wê datîne ser masa xwe ya xebatê, ew vedigere ser fotografan. [7939 uzun_bira] Fotografên wî yên salan jî, mîna umrê wî, peregende ne. [7940 uzun_bira] Wan albumek jî nîn e! [7941 uzun_bira] Ew di nav zerf û rûpelên kitab, kovar û defteran de, hêdî hêdî rengê xwe winda dikin û diqulipin ser rengê zer. [7942 uzun_bira] Îşev wî hemû wêne, ji cîhên wan ên bêhewa, derxistine û dixwaze li wan binihêre. [7943 uzun_bira] Bav û diya wî, li kêlekê, di nav wêneyekê de ne. [7944 uzun_bira] Herduyan jî destên xwe danîne ser çogên xwe û lê dinihêrin. [7945 uzun_bira] Meziyet li pey wan, li pê ye. [7946 uzun_bira] Safter di nav wêneyeke din de dikene. [7947 uzun_bira] Di yeka din de, her çar bira, Celadet, Kamuran, Tewfîk û Hîkmet, bi ken, li hev dinihêrin. [7948 uzun_bira] Ev herdu sûretên Stembolê, Galata û Bospor, girî dixin çavên wî. [7949 uzun_bira] Ev çek û pûsatên vê wênê Xoybûn û Araratê tînin bîra wî. [7950 uzun_bira] Monika, evîna çavşîn û porzer lê dinihêre û dikene. [7951 uzun_bira] Ev porê reş ê bipêl ê Cananê ko ji vê fotoya kêlekê jê re dest dike, dilê wî diguvişîne. [7952 uzun_bira] Ecêb e... Celadet Beg ev hemû nas kirin, bi wan re mezin bû, bi wan re jiya, umrekî dirêj bi wan re derbas kir, lê niha, di şeveke germ a Şamê de ew bi tenê ye, bi tenê li wêneyên wan dinihêre. [7953 uzun_bira] Ecêb e, ev hemû dewr û dewran hatine û çûne, umrekî 57 salan di nav van dewr û dewranan de çûye. [7954 uzun_bira] Ew niha çiqas jê bi dûr in! [7955 uzun_bira] Ecêb e, tevî ko hin ji wan mirine, hin ji wan, bêveger, jê xatir xwestine û çûne, tevî ko wan valahiyeke xedar li pey xwe hîştine, Celadet Beg dijî. [7956 uzun_bira] Ew çûn, lê Celadet Beg hê jî maye. [7957 uzun_bira] Ecêb e ko jiyan evçend metîn e. [7958 uzun_bira] Lê dîsan ecêb e, tevî ko ew dijî, wî nikaribûye, tu carî, valahiya kes, dewr û dewranên çûyî dagire. [7959 uzun_bira] Ecêb e, ew dijî, lê di navbera xewt, dewr, dewran û kesên mirî û çûyî de... [7960 uzun_bira] Celadet Beg dizane ko êdî dereng e, yan na, di esasê xwe de, wî romanekê diviya. [7961 uzun_bira] Romaneke nû ko wext, dewr, dewran û kesên mirî û çûyî bigihanda hev, ecêbiya hatin û çûyinê, jiyîn û mirinê vebigota. [7962 uzun_bira] Romanek ko tê de behsa bîrên wî jî hebûya. [7963 uzun_bira] Belê romanek ko li ser qederê bûya, li ser bîra qederê bûya. [7964 uzun_bira] «Nav: Bîra Qederê Gengre (çeşn): Roman Tarîxa destpêka nivisînê 15 Tîrmeh 1951 [7965 uzun_bira] Destpêk û rêza yekem: Herkes dimire; bira û birazî, yar û evîndar, heval û dost, hogir û rêger, nêz û nas... hemû wefat dikin. [7966 uzun_bira] Dora min jî hatiye, niha jî dora min e...« [7967 uzun_bira] Saet li dora 5-ê şevê ye. [7968 uzun_bira] Stêrk çûne ava, ronahî hiltê. [7969 uzun_bira] Rojeke nû ya havînê dest pê dike. [7970 uzun_bira] 15-ê tîrmehê bi hêdîka hişyar dibe. [7971 uzun_bira] Celadet Beg hê jî li salonê, li ser xalîçê dirêj bûye û li deftera nû ya li pêşiya xwe dinihêre. [7972 uzun_bira] Ji gramofonê dengê dengbêjeke tirk tê; her yer karanlýk... her der tarî... foto, kovar, rojname, kitab û rûpelên peregende hê jî li erdê ne. [7973 uzun_bira] Lê tiştekî li wan zêde bûye; deftera li pêşiya wî. [7974 uzun_bira] Wî deftereke nû vekiriye û tê de rêzên destpêkê yên romaneke nû nivisîne. [7975 uzun_bira] Wî navê romanê jî lêkiriye; Bîra Qederê... Pênûs di destan de, defter li pêşiyê, ew difikire. [7976 uzun_bira] Rêzên pêşîn ên romana nû ew birine dewr û dewranên kevn û windabûyî. [7977 uzun_bira] Xwezî ne dereng bûya û wî bikaribûya vê romanê binivîsanda!.. Lê pênûs nalive, dereng e, pir dereng. [7978 uzun_bira] Ji nişkekê ve, deriyê salonê vedibe û Rûşen Xanim di nav kirasê şevê de, tê nik wî. [7979 uzun_bira] Ew ji xewê hişyar bûye. [7980 uzun_bira] Celadet Beg li jina xwe dinihêre, bi ken û xew li ser çavan, jê re »rojbaş« dibêje. [7981 uzun_bira] – Rojbaş, Rûşen Xanim dibêje û tê li ser Celadet Beg disekine û li rûpela vekirî ya deftera li pêşiyê dinihêre -bêyî ko ew bikaribe rêzan ji hev derxe. [7982 uzun_bira] – Min çend rêz nivîsîne, Celadet Beg, çavê wî li ser defterê, dibêje, çend rêzên romaneke nû. [7983 uzun_bira] Ne yên Heyveron-a ko min dil hebû binivîsa, lê yên yeka nû... [7984 uzun_bira] Bi xêr be... Te navê romanê jî lê kiriye?.. [7985 uzun_bira] Herê, Bîra Qederê... nav wê Bîra Qederê be... [7986 uzun_bira] Ew bi destê Rûşen Xanimê digire û li ba xwe dide rûniştin. [7987 uzun_bira] Ew ji cixara xwe nefesek dikişîne, rûpela yekem ko wî dest pê kiriye, bi hêdîka, ji Rûşen Xanimê re dixwîne û paşê jî gotina xwe didomîne, [7988 uzun_bira] – Eger min keys bidîta û bikaribûya dest bi romanekê bikira, destpêk wê mîna van gotinên min bûya; Herkes dimire... Min ê qala mirin û çûyinê bikira. [7989 uzun_bira] Min ê pêşî xatir bixwesta û paşê dest bi romana xwe bikira... Pêşî mirinê bihata, paşê jîn, xaçeriyên jînê û bi dû re jî dîsan mirin... Lê êdî dereng e, hertişt li pey ma. [7990 uzun_bira] Wext dereng e. [7991 uzun_bira] Şev dereng e. [7992 uzun_bira] Hêvî şikestiye, umir kal e. [7993 uzun_bira] Û... û rêwîtî li ber derî ye... Mein Gott, mein Gott... [7994 uzun_bira] Rûşen Xanim di cîhê xwe de vediciniqe, dilê wê pihêt hildavê. [7995 uzun_bira] Ev çi gotin in? [7996 uzun_bira] Çima?.. Ew, bi hêdîka, hîn zêdetir xwe nêzîkî Celadet Beg dike û eniya wî maç dike. [7997 uzun_bira] Bi dû re jî ew, bi hêdîka, lê vedigerîne, [7998 uzun_bira] – Çima tu weha dipeyivî? [7999 uzun_bira] Herkes dizane ko tu mutefekîrekî yekta û nivîskarekî jêhatî yî...Tu dê romana xwe binivîsînî, bi îzna Xwedê, bi rêdan û dilovaniya Yezdanê mezin, tu dê dest pê bikî û wê xweşik binivîsî û her tiştê ko tu dixwazî, tu dê bikî... Ma te ev yeka hanê, sebir û înada xwe, pirî caran, îspat nekiriye? [8000 uzun_bira] Ez bi vê bawer im, bi te bawer im, ez bi hêvî me. [8001 uzun_bira] – Rûşenê, êdî pir dereng e... lê min ê navê Bîra Qederê li romana xwe bikira... Bîra Qederê... ev nav ê baş li romana min bihata. [8002 uzun_bira] Quelle titre pour un roman, pour un destin... [8003 uzun_bira] Celadet Beg, mîna ko ew di xewê de be, dipeyive, hem bi Rewşen Xanimê re dipeyive hem jî bi dengekî berz difikire. [8004 uzun_bira] Ew difikire, di nav xewn, xeyal, bîranîn û rojên bihurî de dere û tê. [8005 uzun_bira] Digel ko pencerên salonê vekirîne, ode bi dûman û bîhna cixarê tijî ye. [8006 uzun_bira] Cixare her di destê Celadet Beg de ye. [8007 uzun_bira] – Min ê tê de behsa bîrên xwe bikira. [8008 uzun_bira] Ev bîrên ko me li gund nû kolane jî tê de. [8009 uzun_bira] Wan ez westandim, lê ew ê jîn bidin erd û çolê, pembû dê mîna berfê bibişkovin... [8010 uzun_bira] – Tu dê behsa bîrên xwe jî bikî... [8011 uzun_bira] – Ruşencîk, Diya Cemşîd, diya Sînemxana delal... Verba volant, littera scripta manet... Min piraniya kaxiz û defterên xwe yên niviskî, çirandine, şewitandine, lê min ê ev roman binivisiya, min ê tê de qala bajarên xwe bikira, Stembol, kaderîm, benî hîç bîr zaman terk etmeyen o müthîş şehîr Munix, Also sprach Zarathustra... Kahire, Bêrut, Şam, Heleb, Di her destpêka biharê de, em ê hevûdu li Helebê, li meydana Babulferecê bibînin... Paris, la ville des villes... Cizîra Botan a xewnan, warê bav û kalan, keleha hebûn û bihîstiyariya min, Kanî Xanî, Feqeh-Teyran û Melayê Cizerî, ne jî Batê, kes nema ... [8012 uzun_bira] Celadet Beg, mîna ko ew nû ji xewê hişyar bûbe, li ser xalîça rengîn û mezin a salonê dirêjbûyî, bi germahiyeke bêpayan, li çavên nepixî yên Rûşen Xanimê dinihêre. [8013 uzun_bira] Hingê, Rûşen Xanim jî nizane çima, lê xofeke mezin dikeve dilê wê. [8014 uzun_bira] Gelo?.. Di bin ronahiya çira li ser maseya li kêleka Celadet Beg, rûyê herduyan jî gewr dixuyin. [8015 uzun_bira] Rûşen Xanim, bi dilsojî, li rû û çavên wî yên westiyayî dinihêre. [8016 uzun_bira] Rûyê wî, digel west û bêxewî, keser û esebiyetê, hê jî, ji xweşî û esaleta xwe tu tişt winda nekiriye. [8017 uzun_bira] Rû hê jî mîna rûyekî ji dem û dewrên Yewnanên Antîk, yan jî ji ya keysarên farisan e. [8018 uzun_bira] Çav mîna du lib komirên reş, du libên tiriyê reş in, mîna du perçe lûlû ne. [8019 uzun_bira] Rîh êdî spî bûye, lê ew esalet û xweşiya rûyê Celadet Begê hîn xweştir dike. [8020 uzun_bira] – Tu dizanî, min ê rûpelên romanê bi çi bineqişanda?.. Bi evîn û hêviyê. [8021 uzun_bira] Bi van herdu cêwikan. [8022 uzun_bira] Celebên evînê dê, mîna neqşên Mîr Şerfxanê Bêdlîsî, rûpel spehîtir bikirana. [8023 uzun_bira] L-amour fatale, l-amour douze... Hêvî, xwişka evînê, dê ji rûpelan binihêriya. [8024 uzun_bira] Û min ê ev yeka hanê bi hevaltiya musîkê bikira. [8025 uzun_bira] Bilûr, ew dengê wê yê yekta, dê hevaltî li min bikira. [8026 uzun_bira] Bilûra min, Dengê xwe berde!.. Dinya, Mîna zarokekî berşîr, Ket dergûşa xwe; Dengê xwe berde bilûra min, Û jê re bilorîne, Xema wê birevîne! [8027 uzun_bira] Bilûra min tu yî... Û Mahler, Gustav Mahler... min ê hevaltiya musîka Mahler ji bîr nekira, Langsam, schleppend; im Anfang sehr gemächlich. [8028 uzun_bira] Kräftig bewegt, doch nicht zu schnell... [8029 uzun_bira] Roniya çirê Celadet Beg eciz dike. [8030 uzun_bira] Ew rûyê xwe ji aliyê Rûşen Xanimê badide û çavên xwe digire. [8031 uzun_bira] Sînga wî ya ko tijî pirçên spî ye, hêdî hêdî, bi nefesê, radibe. [8032 uzun_bira] Rehên qirik û gewriyê, mîna ko derketibin derve, reş dikin. [8033 uzun_bira] Bedena wî westiyayî ye. [8034 uzun_bira] Mêjî kal bûye. [8035 uzun_bira] Demeke dirêj ew, çavgirtî, difikire, mîna ko ew ji wir çûbe dereke din... Rûşen Xanim jî, bi tenê, bêdeng, lê dinihêre. [8036 uzun_bira] Piştî bîskeke dirêj, gava şev êdî baş diqulipe ser rojeke nû, ew çavê xwe, giran giran, vedike. [8037 uzun_bira] Niha jî, ji dengê strana tirkî pê ve, bêdengî, bi tenê bêdengî heye. [8038 uzun_bira] Rûşen Xanim dixwaze bikene, lê ken li ser rûyê wê nîvçe dimîne; mîna ko mirin hatibe û li kêleka wan rûniştibe... Rêzên şiîrekê, tevî ko ew di hêlekana xewa xem û xeyalan de dere û tê, tên bîra Celadet Beg. [8039 uzun_bira] Ew, dîsan, bi dengekî pir nizm, dest bi gotinê, gotina rêzên şiîra »Le poete mourant«« ya Lamartine, dike; »Ah Ruşen... Dotmamê... Sîha mirinê bi ser serê min de tê; Saeta min a dawîn lêdide; Mirinê nêzîkî li min kiriye; Xuya ye, ez ê bibim mêvanê ax û qebrê; Ma ez çi bikim?..« [8040 uzun_bira] Bi dû van çend rêzan re, ew li zarokên xwe, Sînemxan û Cemşîd dipirse, hinekî xwe dilivîne, li rûyê Rûşen Xanimê dinihêre û weha dibêje; »Ew pir delal û jîr in, bi saya te...« Paşê, hêdî hêdî, gotina wî dîsan tê ser nivîsîna romanê. [8041 uzun_bira] – Hevaltî û bervajiyê wê, îxanet wê tê de hebûna. [8042 uzun_bira] Bira û xweh, ap û birarzî, xal û xwarzî dê tê de hebûna. [8043 uzun_bira] Têkoşîn û şoreşgerî, xwestek û hesret, deng û pejn, ken û girî, tahm û xwîdan û bîhna kaxiz û çapxanê dê tê de hebûna. [8044 uzun_bira] Anliyor musun? [8045 uzun_bira] Ev hemû dê tê de hebûna. [8046 uzun_bira] Û min ê ew bi kurdî, bi zimanê bav û kalan, bi zimanê welatê bindest û belengaz binivîsiya. [8047 uzun_bira] Yekîtiya kurdan bi yekîtiya zimanê kurdî çêdibe... Miletên bindest heyina xwe ji serdestên xwe bi du tiştan, bi qeweta du çekan diparêzin. [8048 uzun_bira] Ol yek. [8049 uzun_bira] Ziman dudo. [8050 uzun_bira] Lê heke ola miletê serdest û bindest yek be, hingî çek yek bi tenê ye û bend tenê ziman e... Ma min di nav rûpelên Hawar-ê de weha nenivîsîbû? [8051 uzun_bira] Belê, min ê bi kurdî binivîsiya... [8052 uzun_bira] Piştî van gotinên wî, Rûşen Xanim hew xwe radigire, ew dest bi qîrînê dike û bi qîrîn lê vedigerîne, [8053 uzun_bira] – Na, na... Çima tu weha dipeyivî? [8054 uzun_bira] Çi bi te hatiye? [8055 uzun_bira] Tu xewnan dibînî? [8056 uzun_bira] Kabûs bi ser te de tên? [8057 uzun_bira] Ev çi hal e? [8058 uzun_bira] Min hîç tu weha nedîtibûyî... Ezbenî, ezbenî. [8059 uzun_bira] Ez ketime bextê te, dev ji erd, pembû, çandin, bîr û kolandina wan berde. [8060 uzun_bira] Dev ji romanê, Bîra Qederê jî berde. [8061 uzun_bira] Me tiştek navê, ne pere û dewlemendî, ne mal û mulk, ne jî kitab û roman. [8062 uzun_bira] Me te divê, bi tenê te... [8063 uzun_bira] Piştî ko Rûşen Xanim dipeyive, ew radibe ser piyan û bi girî vedigere oda razanê. [8064 uzun_bira] Nayê bîra min, tu tişt ji wê berbangê nayê bîra min. [8065 uzun_bira] Heye ko welê bû, min welê gotibû. [8066 uzun_bira] Heye ko tu niha wan li hev tînî... Lê xew neketibû çavê min û çaxa Rûşen, xew li ser çavan, hatibû, ez pê re peyivîbûm û min ew rêzên destpêkê nîşanî wê dabûn. [8067 uzun_bira] Min baş dizanîbû ko ew rêz ê welê bimana. [8068 uzun_bira] Min ne wext ne jî taqet hebû ko min ew bidomanda. [8069 uzun_bira] Min ew nivîsîn, bi hêviya ko rojekê yekî din derketa û ew rêz bidomandina. [8070 uzun_bira] Mixabin min Heyveron nenivîsî. [8071 uzun_bira] Û mixabin min ê Bîra Qederê jî nikaribûya binivîsanda. [8072 uzun_bira] Lê belê, diviya ew roman, bi zimanê birîndar, bihata nivîsîn. [8073 uzun_bira] Tevî ko ez li ser rê bûm û diçûm, ez bi hêvî bûm. [8074 uzun_bira] Herçend ko jan, mîna filîsofekî gotiye, mamosteyê jînê ye, ewçend hêvî jî gelavêja jînê, yanî stêra rêber a jînê ye. [8075 uzun_bira] Tevî ko ez bêhêvî mabûm, min dîsan jî hêvî hebû ko roman wê, rojekê, bihata nivîsîn. [8076 uzun_bira] Şûr bi qenciya polayê xwe dibire û diçirûse, berhem û eser jî bi destpêk û gavavêtinê bi ser dikeve û diçirûse... Her çawan ko min şopa hinên pêşiya xwe hilda û ketim pey wan, hinên nû jî dê şopa Bîra Qederê hildana û biketana pey wê. [8077 uzun_bira] Ma ne welê ye?... [8078 uzun_bira] Wext hatiye, Celadet Beg divê haziriya xwe û çûyinê bike. [8079 uzun_bira] Ew radibe ser piyan, careke dawîn li wêne, kovar, rojname, kitab, defter û rûpelên li erdê raxistî dinihêre û dere serşokê. [8080 uzun_bira] Piştî ko ew ji serşokê derdikeve, ew tê oda razanê, ba Rûşen Xanimê. [8081 uzun_bira] Bêguman, xew ji Rûşen Xanimê bi dûr e, lê bi dû wan gotinên Celadet Beg re, ew li oda wan herduyan, di nav nivînan de digirî. [8082 uzun_bira] Celadet Beg tê û li ser textê razanê, li kêleka Rûşen Xanimê rûdine. [8083 uzun_bira] Ew, bi hêdîka, porê wê yê kin mist dide. [8084 uzun_bira] Rûşen Xanim rûyê xwe di nav lehîfan de vedişêre, naxwaze ko Celadet Beg wê çavgirî bibîne. [8085 uzun_bira] Ev çi saw e ko li dora wan dere û tê?.. [8086 uzun_bira] – Rûşenê, de serê xwe rake, li min binihêre, çavên xwe veke, Celadet Beg dibêje û serê Rûşen Xanimê ber bi aliyê xwe dizîvirîne. [8087 uzun_bira] Ken li ser rûyê Celadet Beg dixuye. [8088 uzun_bira] Wî xwe daye hev, kur bûye, rîha xwe çêkiriye û niha bi çavên ronî li Rûşen Xanimê dinihêre. [8089 uzun_bira] Kincên rojane yên kar û şuxil lê ne. [8090 uzun_bira] Ya girîng, ya ko herî zêde niha bala Rûşen Xanimê dikişîne, ev e; Celadet Beg bi ken e. [8091 uzun_bira] Mîna ko wî, berî bîskekê, ew gotinên goristanan negotibin, behsa mirin û çûyinê nekiribe, mîna ko ew, niha, ne ji kabûsekê, lê ji xewneke şêrîn hişyar bûye, ewçend ew guherî dixuye... [8092 uzun_bira] – Ez ê herim ser erdan, îro gelek karê me heye, Celadet Beg dibêje; em ê avê berdin bîrê. [8093 uzun_bira] – Ma ew gotinên berî bîskekê? [8094 uzun_bira] Ji wan gotinan pê ve, tu tişt nedihatin bîra Rûşen Xanimê. [8095 uzun_bira] Gotinan ew êşandibû. [8096 uzun_bira] Saw û xofeke ecêb mezin ruh û hîsên wê, ji binî ve, leqandibûn. [8097 uzun_bira] Rûşencîk, tu wan gotinan ji bîr bike. [8098 uzun_bira] Ew, gotinên romana Bîra Qederê ne. [8099 uzun_bira] Gotinên nerast, gotinên çêkirî... Tu pêwendiya wan û me bi hev re nîn in. [8100 uzun_bira] Hem xewa min dihat, hem jî ez ketibûm nav dinya Bîra Qederê. [8101 uzun_bira] Bila dilê te rehet be, serê xwe bi wan gotinan meêşîne... [8102 uzun_bira] Naxwe, tu dê romana Bîra Qederê binivîsî? [8103 uzun_bira] Ne welê, tu dê wê binivîsî? [8104 uzun_bira] Divê tu wê binivîsî. [8105 uzun_bira] Belê, ez ê wê binivîsim. [8106 uzun_bira] Ez ê romaneke kurmancî jî yadîgarî kitabxana kurdî bikim... [8107 uzun_bira] Ez di bextê te de me, baş li xwe binihêre. [8108 uzun_bira] Ezbenî... bila gotinên welê neyên bîra te. [8109 uzun_bira] Ez dizanim, bîhna te teng e, rewşa kurdan û halê Kurdistanê nexweş we. [8110 uzun_bira] Lê ev roj ê derbas bin. [8111 uzun_bira] Tu ji min çêtir dizanî... [8112 uzun_bira] Bi van gotinan re, Rûşen Xanim, dîsan, bêdeng, dest bi girî dike. [8113 uzun_bira] Dengê wê tê birîn. [8114 uzun_bira] Celadet Beg, bêdeng, serê Rûşen Xanimê datîne ser çoga xwe û destê xwe di nav porê wê de digerîne. [8115 uzun_bira] Çendekê, herdu li dengê nefesên hevûdu guhdarî dikin, bêdeng, li daxwaza dilên hevûdu difikirin. [8116 uzun_bira] Bîhn û hilma wan a nas rehetiyek, huzûrek dide Rûşen Xanimê. [8117 uzun_bira] Wêlê dixuye ko ew naxwaze ko Celadet Beg here. [8118 uzun_bira] Lê ew dengê xwe nake; ew dizane ko Celadet Beg ê here. [8119 uzun_bira] – Ez divê herim, ez dereng mam. [8120 uzun_bira] Ji devla min ve ji çavên zariyan ramûse. [8121 uzun_bira] Di xweşiyê de bimînin... [8122 uzun_bira] Gotinên herî dawîn ko Rûşen Xanim ji devê Celadet Beg dibihîse, ev in; Di xweşiyê de bimînin... Gava Celadet Beg radibe ser xwe û diçe, Rûşen Xanim, bi girî, ji paş ve, lê dinihêre; bi çavên şil, li bejna dirêj, bedena lihevhatî, milên fireh û serî mêze dike. [8123 uzun_bira] Ew, hêdî hêdî, bi gavên giran, ji ber çavên Rûşen Xanimê ko baş nabînin, winda dibe û dere. [8124 uzun_bira] Ber bi gundê Hêcanê, ser erdan, ber bi bîrê, bîra qederê... [8125 uzun_bira] Bîra qederê... Ev bîra ko Celadet Beg niha li berê ye, dê bibe bîra qederê -herwekî ku Rûşen Xanim, car bi car, dibêje. [8126 uzun_bira] Ev bîr ê di nav demeke kurt de qedera teres a neçariyê biqulipîne ser heyin û rehetiyê. [8127 uzun_bira] Ev ê, niha, piştî bîskekê, av berde erdan û jiyan bide pembû. [8128 uzun_bira] Bîr av e; av kahnî û geşî ye; geşî jiyan e. [8129 uzun_bira] Pembû dê bi avê geş bin. [8130 uzun_bira] Celadet Beg cixareyeke nû ji pakêta xwe derdixe û vêdixe û ew li bîrê, li ava bîrê dinihêre. [8131 uzun_bira] Saet heyşt û nîvê danê sibê yê 15-ê tîrmehê ye. [8132 uzun_bira] Dinya germ, zelal û vekirî ye, li esmên tu ewr naxuyin, esman çikî şîn e. [8133 uzun_bira] Bi tenê carina teyrin û refên teyran difirin. [8134 uzun_bira] Ji dûr ve, ji gund dengê zarokan tê. [8135 uzun_bira] Celadet Beg û serpaleyê wî Hesoyê Qado dê îro, av berdin erdan. [8136 uzun_bira] Erd di nav keskahiyeke bêpayan de ne. [8137 uzun_bira] Seranser keskahî ye. [8138 uzun_bira] Pembû serî hildaye, şitil mezin bûne, şiqil dirêj bûne û bi pelên kesk û mezin hawirdor vegirtine. [8139 uzun_bira] Rengê çîkî kesk û yê çîkî şîn erd û esman gîhandine hev. [8140 uzun_bira] Di nav van rengên germ de, îro, av ê ji bîrê derkeve, biherike û xwe bi coyên biçûk, bi şitilan bigihîne da ko rengê kesk biqulipe ser rengê qerqaşî spî yê pembû. [8141 uzun_bira] Îro girîng e. [8142 uzun_bira] Loma Celadet Beg bi hevalên xwe re neçûye seyd û nêçîrê û ew hatiye ser zeviyan. [8143 uzun_bira] Em ê îro pişta felekê bişkînin, Celadet Beg ji cixara xwe çend nefesan dikişîne û dibêje, îro jîn wê geş be. [8144 uzun_bira] Mîrê min tu dizanî, serpaleyê ko li kêleka wî sekiniye, dibêje. [8145 uzun_bira] Tu dizanî, lê eger ez bûma, ez ê bisekiniyama. [8146 uzun_bira] Na Hesoyê bira, na. [8147 uzun_bira] Me wext nîn e. [8148 uzun_bira] Em divê avê berdin. [8149 uzun_bira] Bi îzna Yezdanê pak tu tişt nabe. [8150 uzun_bira] Husên Begê Îbîş jî do êvarê hate gund û ez temî kirim ko ez ji mîrê xwe re bibêjim; bîr ne qaîm e... [8151 uzun_bira] Ez pê re peyivîm, vê sibê em bi hev re hatin. [8152 uzun_bira] Ew çûn seydê, ez mam... Na, na tiştekî nabe, em ê motorê bişixulînin... [8153 uzun_bira] Tevî ko min welê digot, ez bi gotina xwe ne bawer bûm. [8154 uzun_bira] Lê min, jê pê ve, tu çare jî nîn bû. [8155 uzun_bira] Me av diviya, pembûyan av diviya. [8156 uzun_bira] Ji ber sebebê ko tu û xwendevanên romanê êdî baş dizanin, min dest bi çandina pembû kiribû... Berî ko ez dest bi çîroka çandina pembû bikim, min dil heye ko ez bavê xwe bi bîr bînim û sebebeke din jî bibêjim. [8157 uzun_bira] Rojekê ko hingê umrê min ne zêdeyî dehan bû, li Stembolê, li bexçê mala me, li kêleka bîrê, bavê min bang min û Kamuran kir. [8158 uzun_bira] Em çûn nik wî. [8159 uzun_bira] Danê êvarê bû. [8160 uzun_bira] Wî ji purtaqalên ko diya min a dilsoz jê re qaşilandibûn, hinekî dan min û Kamo. [8161 uzun_bira] Me ew xwarin. [8162 uzun_bira] Paşê jî, wî destê xwe avêt rîha xwe, pê lîst û li me vegeriya û got, »Kurên min, min li we şîretek heye...« Mîna niha tê bîra min, piştî ko wî weha dest bi gotinê kir, wî serê xwe ber bi daran kir û bi qasî çendekê li daran û pelên wan ên kesk nihêrî. [8163 uzun_bira] Ew difikirî. [8164 uzun_bira] Piştî kêliyeke dirêj, ew dîsan li me vegeriya û wî got, »Zarokno, ev şîreta min li guhê we guhar; hûn bin, tu carî li ber deriyê dewletê mebin qûl, mebin mehkûmê dewletê, mebin Lala Paşayê ko bi pereyên dewletê zikê xwe mezin kiriye, lê di eynî wextê de mehkûmê wê ye... Bila tu carî mineta dewletê li ser we nîn be... Vê şîreta min ji bîr mekin.« [8165 uzun_bira] Ji ber vê şîreta bavo bû ko ez tu carî nebûm memûr, min nanê dewletê nexwar û jê tiştekî daxwaz nekir. [8166 uzun_bira] Ne ji osmaniyan, ne alman û fransizan, ne jî ji ereban. [8167 uzun_bira] Tu carî. [8168 uzun_bira] Dewsa vê yekê, min kar û şixulên din kirin. [8169 uzun_bira] Û di payiza umrê xwe de jî, ji bo debar û pêşeroja zariyan, min dest bi çandiniyê kir. [8170 uzun_bira] Niha em vegerin ser zevî, çandin û pembû... Gundê Hêcanê nêzîkî Şamê bû, bi hêsanî mirov diçû û dihat. [8171 uzun_bira] Erdên gund avî û biber bûn. [8172 uzun_bira] Gava min biryara xwe ya çandiniyê da, pembû di heşê min de bû. [8173 uzun_bira] Pembû hê nû ketibû Sûriyê û herkes bi karê pembû radibû -ji ber ko tê de pere pir bû û karekî paqijtir bû. [8174 uzun_bira] Min ne ji çandiniyê, ne ji pembû fahm dikir. [8175 uzun_bira] Lê ne xem bû. [8176 uzun_bira] Ma ez, ji bo gotinên kurdî yên jibîrbûyî, bi rojan, bi mehan, gund bi gund, nedigeriyam? [8177 uzun_bira] Ma min li kal û pîr, dengbêj û çîrokbêjan guhdarî nedikir? [8178 uzun_bira] Ma bi vî terhî, ez nebûm hostayê nivisîna zimanê birîndar? [8179 uzun_bira] Herwekî wê, ez ê bi karê pembû jî rabûma û ez ê hînî wî bûma. [8180 uzun_bira] Min kitab, ansîklopedî, kovar û rojnameyên li ser babetên çandinî û pembû xwendin. [8181 uzun_bira] Ez li gundan geriyam. [8182 uzun_bira] Min li pale û rênçberan guhdarî kir, bi axa û began re li ser zevî û erdan geriyam. [8183 uzun_bira] Bi roj û şevan, hefte û mehan, ez li gund, li ser erdan mam. [8184 uzun_bira] Welê, bi vî awahî, ez dikarim bibêjim ko ez hînî karê xwe yê nû bûm. [8185 uzun_bira] Me tovên herî baş ên pembû hilçandin; Akala, G. [8186 uzun_bira] Herbaceum a Linné. [8187 uzun_bira] Ev tov zexm, qaîm û bi bereket bû, jê baş ber dihat hilanîn, ew ne bi tenê li erdên avî, lê li erdên bi kîlte û navçeyên hênik jî dihat. [8188 uzun_bira] Berî ko em tov bikin, me erdên xwe, baş, cot kirin, giyajeng jêkirin, me erd hazir kirin. [8189 uzun_bira] Meha adara 1951-an, ji hefta diduyan heta dawiya mehê, me tov çandin. [8190 uzun_bira] Ji ber bextê çê, wê zivistanê dinya ne hişk bû. [8191 uzun_bira] Baran hebû û bîhna nermahiyeke xweş ji erdan difûriya. [8192 uzun_bira] Hewa tu carê neket binî 10ð... Û piştî sê çar heftan, şitilên pembûyan, hêdî hêdî serî rakirin. [8193 uzun_bira] Jîn bi wan tovên ko me çandibûn, ketibûn, li her aliyê zeviyan zîl didan. [8194 uzun_bira] Ez di nav zeviyan de, bi kêfxweşî, digeriyam. [8195 uzun_bira] Şitilên zirav, dirêj û narîn mezin dibûn; deh cm, panzde, bîst, sî, çil, şest, heftê... Pembûyan mîna zarokekî qam didan. [8196 uzun_bira] Barana mehên adar, nîsan û gulanê gelekî alîkarî kir. [8197 uzun_bira] Dinya jî, pir xweş û bi dûzan, roj bi roj germ dibû. [8198 uzun_bira] Şax û çiqil jî derketibûn û di rojên pêşîn ên tîrmehê de pelan jî dest pê kir û bişkovîn. [8199 uzun_bira] Di nav çend rojan de, ji nişkekê ve, zevî, seranser, bûn kesk. [8200 uzun_bira] Xwedayo ew çi xweşî bû! [8201 uzun_bira] Dîlana rengê kesk bû... [8202 uzun_bira] Lê tiştekî, hinekî, bîhna min teng dikir; ji hezîranê heta navenda tîrmehê hîç baran nehat. [8203 uzun_bira] Heke hinekî baran bihata, rewş ê hîn çêtir bûya. [8204 uzun_bira] Lê dinya pir germ, vekirî û zelal bû. [8205 uzun_bira] Baran û av diviya. [8206 uzun_bira] Mehên tîrmeh û tebaxê, mehên herî girîng ên pembûyan bûn. [8207 uzun_bira] Wan serav û avdan diviya. [8208 uzun_bira] Heke av hebûya, me dê bikaribûya ji her darê kêmanî bîst qepûşk hilda. [8209 uzun_bira] Heke bextê çê dewam bikira, me dê heta sî qepûşkan jî hilda. [8210 uzun_bira] Niha, bê av, me dikarîbû di hektarekê de sedûheyştê–dused kîlo pembû rabikira, lê heke av hebûya hejmar ê derketa pencsed–şeşsed kîloyan. [8211 uzun_bira] Tu dizanî, bav û kalan gotiye; ken ji dilê geş, baran ji ewrê reş tê. [8212 uzun_bira] Wê meha tîrmehê, herdu jî, gelekî, ji min û ji zeviyan bi dûr bûn. [8213 uzun_bira] Loma me dest bi kolana bîrê kir. [8214 uzun_bira] Bi lez û bez. [8215 uzun_bira] Zûtirîn wext, me av diviya. [8216 uzun_bira] Jixwe erd avî bû, me bîr veda û bi hêsanî av peyda kir. [8217 uzun_bira] Lê me diviya ew bi zeviyan jî bigihanda. [8218 uzun_bira] Loma me co vedan, erq çêkirin, makîne û motor anîn û bi bîrê ve kirin. [8219 uzun_bira] Bîra me ya arteziyenê temam bû. [8220 uzun_bira] Makîne û motorên me pir bi quwet bûn. [8221 uzun_bira] Gelekî perê me çûbû, lê me şixul jî serast kiribû. [8222 uzun_bira] Lez û beza me Rûşen tirsandibû. [8223 uzun_bira] Loma jî wê navê bîra me ya nû kiribû »bîra qederê...« Ma kê dizanîbû ko ew ê, bi rastî, bibûya bîra qederê! [8224 uzun_bira] Kêmaniyeke bîrê mabû; me diwar qaîm nekiribûn û gava me av berda, bîr dikarîbû, her gav, hilbiweşiya. [8225 uzun_bira] Hosteyê ko dê dîwar qaîm bikirina, nexweş ketibû û nikarîbû bihata. [8226 uzun_bira] Wext jî li me pir teng bûbû. [8227 uzun_bira] Ya me dê av berda û qeder biguherta, yan jî na, em ê bi qedera xwe razî bûna... [8228 uzun_bira] – Huso motorê bişixulîne. [8229 uzun_bira] Mîrê min... em nepên? [8230 uzun_bira] Na, me wext tune, em nikarin bipên, tu dest pê bike... [8231 uzun_bira] Piştî hewldana çend caran, serpale motorê dişixulîne. [8232 uzun_bira] Motor, bi dengekî gur, dest bi şixulê dike. [8233 uzun_bira] Av hildikişe, dengê avê tê. [8234 uzun_bira] Celadet Beg, kêfxweş, tê nik motorê û ew li motorê û ava ko tê, dinihêre... Av tê, aveke boş, zelal û hênik. [8235 uzun_bira] Ew cixareyeke din vêdixe û li kêleka motorê, ser bîrê, li ser totikan, rûdine. [8236 uzun_bira] Av; kahniya umir û jînê. [8237 uzun_bira] – Binihêre, bû, bû, me bi ser xist... piştî hefteyek-deh rojan, bejna pembûya dê bigêhê esmanan... [8238 uzun_bira] Ji kêfa Celadet Beg re payan nîn e. [8239 uzun_bira] Ji erq û coyan, av, hêdî hêdî, xwe bi zeviyan digihîne. [8240 uzun_bira] Erdên zuha dê avê vexwin, rehên pembûyan ê geş bin. [8241 uzun_bira] Belê, bû... [8242 uzun_bira] Lê ji nişkekê ve, dengekî kûr û giran ji bîrê tê. [8243 uzun_bira] Çi bû? [8244 uzun_bira] Çi diqewime? [8245 uzun_bira] Celadet Beg hinekî xwarê bîrê dibe, lê ew tiştekî nabîne. [8246 uzun_bira] Motor jî, ji nişkekê ve, disekine. [8247 uzun_bira] Lê ew dîsan dest bi şixulê dike. [8248 uzun_bira] Dîsan motor dişixule û avê dikişîne. [8249 uzun_bira] Celadet Beg, bi ken, cixara xwe dikişîne. [8250 uzun_bira] Lê hê cixare di devê wî de ye, îcar, dengekî gurtir û berztir tê. [8251 uzun_bira] Û tevî deng, ji motorê jî dengê teqînekê tê. [8252 uzun_bira] – Mîrê min, mîrê min, serpale diqîre, mîrê min xwe bide alî. [8253 uzun_bira] Celadet Beg nagihe ko xwe bide alî, hê ew ranebûye ser piyan, ew aliyê bîrê ko Celadet Beg û motor lê ne, hildiweşe. [8254 uzun_bira] Pêşî Celadet Beg û di pey re jî motor, bi leza birûskê, gêrî bîrê dibin. [8255 uzun_bira] – Monsiuer Bedir-Khan, hûn gêrî bîrê bûn, serekdoktorê nexweşxana fransizî dibêje, gundiyan hûn ji bîrê derxistin û anîn nik me... Hûn niha li nexweşxana me ne. [8256 uzun_bira] Celadet Beg, bi hêdîka, çavê xwe vedike. [8257 uzun_bira] Her tişt li ber çavê wî, mîna ko di bin perdeyekê de be, di nav reşahiyekê de ye. [8258 uzun_bira] Li ber serê wî çend kes hene. [8259 uzun_bira] Ew kî ne? [8260 uzun_bira] Celadet Beg nikare rûyê wan baş bibîne. [8261 uzun_bira] Ew li wan dinihêre. [8262 uzun_bira] Jinikek di nav kincên spî de tê û bi destmalekê eniya wî paqij dike. [8263 uzun_bira] – Monsiuer Bedir-Khan, hûn birîndar in, birînên we... hene. [8264 uzun_bira] Em dizanin, karê me ne hêsan e, lê em ê her tiştî bikin. [8265 uzun_bira] Em ê, niha, we bibin emeliyetxanê. [8266 uzun_bira] Em hêvîdar in ko em ê bi ser kevin. [8267 uzun_bira] Celadet Beg bi bîhneke giran a derman û nexweşxanan dihese. [8268 uzun_bira] Ew têdigêhê ko ew li ser textekî dirêjkirî ye. [8269 uzun_bira] Ew diêşe. [8270 uzun_bira] Hêdî hêdî ew bîr bi êşa bedena xwe dibe. [8271 uzun_bira] Her aliyê wî di nav êşeke bêpîvan de ye. [8272 uzun_bira] Ew dixwaze devê xwe veke û tiştekî bibêje. [8273 uzun_bira] Lê nabe, lêvên wî, gewriya wî zuwa ye. [8274 uzun_bira] Ew zimanê xwe derdixe û çend caran li ser lêvên xwe digerîne. [8275 uzun_bira] Tahma devê wî, mîna ya jahrê, tahl e. [8276 uzun_bira] Ew dixwaze rabe. [8277 uzun_bira] Lê çaxa ew hewl dide ko xwe bilivîne, hemû bedena wî dişewite, mîna ko agir pê ketibe, yan jî zelzeleyek tê de hatibe pê. [8278 uzun_bira] Ew nikare xwe bilivîne. [8279 uzun_bira] – Monsiuer Bedir-Khan, doktor li serê xwar dibe û dibêje, gelo hûn dixwazin hinekî xwe rast bikin? [8280 uzun_bira] Celadet Beg pêşî bi çavan bersiv dide, paşê jî ji devê wî gotinek derdikeve, [8281 uzun_bira] -Oui... [8282 uzun_bira] Doktor, jinika kincspî û du kesên din ko li ser serê Celadet Beg in, bi hêdîka, pir bi dîqet, radihêjin wî û pişta wî ber bi dîwêr dikin. [8283 uzun_bira] Jinik çend balîvan datîne ber pişta wî. [8284 uzun_bira] Êş... êş... êşa bêpayan, êşa ko nayê gotin, nayê teswîrkirin. [8285 uzun_bira] Xwîdan jê dere. [8286 uzun_bira] Eniya wî, qirika wî, rû û berçavên wî di nav xwîdanê de dimîne. [8287 uzun_bira] Jinik, dîsan, bi destmalê enî û rûyê wî paqij dike. [8288 uzun_bira] Kincên wî jê bûne, bi tenê derpî lê ye. [8289 uzun_bira] Jê xwîn neçûye, di tu dereke wî de xwîn naxuye. [8290 uzun_bira] Hingê ev êş ji kû tê? [8291 uzun_bira] Ew, niha, hinekî bêtir, bi cîhên êşê dihese. [8292 uzun_bira] Ji doraliyên mil û stû, sîng û kêlek û zik û şeqan êşeke zirav, lê xedar, dertê. [8293 uzun_bira] – En peu... en peu de l’eau, hinekî av, Celadet Beg dibêje, hinekî... hinekî. [8294 uzun_bira] Jinik dilezîne û jê re qedeheke av tîne, serê wî hinekî rast dike û avê dibe devê wî. [8295 uzun_bira] Av û hênikahiya avê tî û tîna hundirê wî, hinekî, dişkîne. [8296 uzun_bira] – Cixareyek, cixareyekê bidin min, Celadet Beg, bi dengekî ko bi zehmetî tê bihîstin, dibêje. [8297 uzun_bira] – Monsiuer Bedir-Khan, hûn cixare nekişînin çêtir e, serekdoktor dibêje. [8298 uzun_bira] Em ê herin emeliyetxanê. [8299 uzun_bira] – Hûn cixareyekê bidim min û dev ji emeliyetê berdin... Le temp est venu... wext êdî hatiye. [8300 uzun_bira] Ez, niha, bi birînên xwe dizanim, dev jê berdin... û telefonî Madame Bedir-Khan bikin, ji kerema xwe. [8301 uzun_bira] Berî ko ez herim, ez wê bibînim. [8302 uzun_bira] Ez bi birînên xwe hesiyabûm; ez li rê bûm û diçûm. [8303 uzun_bira] Jîna min li kêleka bîrekê dest pê kiribû û niha jî li kêleka bîreke din xelas dibû. [8304 uzun_bira] Bîr bûbû qedera min. [8305 uzun_bira] Tu dizanî, gotina bîrê di zimanê kurdî de tê du maneyan; yek av û kahnî, dudo heş... Bîra gundê Hêcanê herdu jî, ji min, bi dûr xistibûn. [8306 uzun_bira] Kahniya jîna min dimiçiqî, tevî ko min hewl dida xwe, heşê min bi derine din diçû û ez jî pê re dibirim. [8307 uzun_bira] Kesin li dora min bûn, kesin diçûn û dihatin. [8308 uzun_bira] Bîhna taybetî ya dermanan doraliyên min rapêçabû. [8309 uzun_bira] Hilma mirinê li dora min bû. [8310 uzun_bira] Ez, şahîdê wext, dewr û dewranan, şahîdê du şerên cîhanê, bolşewîzm, nasyonal sosyalîzm û faşîzmê, ez, hevalê şevê û zimanê birîndar, diçûm. [8311 uzun_bira] Dengên têkel ên jibîrbûyî dihatin guhê min. [8312 uzun_bira] Dengê nas û xizmên min, bav û diya min, bira û xweha min, yar û dostên min. [8313 uzun_bira] Wan bang min dikirin. [8314 uzun_bira] Dengê miriyên min li ber guhê min dinehwirandin û gazî min dikirin. [8315 uzun_bira] Di nav êşeke xedar de, ez diçûm. [8316 uzun_bira] Wexta min a xatir xwestinê jî nemabû. [8317 uzun_bira] Bila Sînemxan û Cemşîd, Huseyma û Ehmedê Ferman, nas û dost li min biboriyana ko ez weha, bêxeber, diçûm. [8318 uzun_bira] Lê beriya ko perda xewa ebedî bi ser min de bihata rakêşandin, min dil hebû Rûşen bidîta. [8319 uzun_bira] Bi alîkariya destên Rûşenekê ez hatibûm û min dixwest, bi alîkariya destên Rûşenekê jî ez biçûma. [8320 uzun_bira] – Cixareyeke din jî bidin min, Celadet Beg, bi xirexir, dibêje. [8321 uzun_bira] Deng, pir bi zehmetî, jê derdikeve. [8322 uzun_bira] Dilopên xwîdanê ji eniya wî ya fireh kêm nabin. [8323 uzun_bira] Her ko dere, êş zêde dibe. [8324 uzun_bira] Çavên wî tên girtin. [8325 uzun_bira] Kesên ko li doralî ne, li ber çavê wî, hêdî hêdî, hîn tarîtir dixuyin. [8326 uzun_bira] – De zûkin, serekbijîşk dibêje, emeliyetxane hazir e. [8327 uzun_bira] Jinik û du kesên din, bi hêdîka, Celadet Beg li ser text dirêj dikin û çar kes, her yek ji aliyekî text digire û Celadet Beg ber bi aliyê emeliyetxanê dibin. [8328 uzun_bira] Ew bi rê dikevin û derin. [8329 uzun_bira] Celadet Beg çavê xwe vedike. [8330 uzun_bira] Bi tenê ew rengê spî yê banê nexweşxanê dibîne. [8331 uzun_bira] Bi tenê rengê spî hevaltiya wî ya çûyinê dike. [8332 uzun_bira] Celadet Beg dere, di nav rengê spî de, heşê wî, wî dibe bexçeyekî û bîra bexçe ronî ye, çend zarok li bexçê, dora bîrê dilîzin. [8333 uzun_bira] Zarok li dora bîrê dizîvirin. [8334 uzun_bira] Darên qaîm ên çinarê bi pelên xwe, bi esmanan ketine. [8335 uzun_bira] Kulîlkên dareke henarê rengên germ ên keskesorê tînin pê. [8336 uzun_bira] Gul û kulîlk bişkovîne. [8337 uzun_bira] Mêş û moz li gulên nûbişkovî vedinijin. [8338 uzun_bira] Çend çivîk li ser daran dixwînin. [8339 uzun_bira] Ji hinekî dûr ve, dengê pêlên zeryayê tê. [8340 uzun_bira] Kevirên bîra ko zarok li dorê çerx dibin, xwîdan dane, dilop, yek bi yek, ber bi bîrê gêr dibin. [8341 uzun_bira] Zarok, bi gavên revê, dizîvirin. [8342 uzun_bira] Yek ji zarokan, mezinê wan, bi çend gavan li pêş zarokên din dizîvire. [8343 uzun_bira] Zarokê pêşî hem dizivîre hem jî carina vedigere û li yên din dinihêre. [8344 uzun_bira] Ew dest li wan dike. [8345 uzun_bira] Ew dizivire, ronahî hîn bêtir dibe, gewrahî hawirdor vedigire. [8346 uzun_bira] Kêfa zarokê li pêş bêpayan e, »mehr licht«, ew dibêje û çerx dibe. [8347 uzun_bira] Li dora bîrê, di nav ronahiyê de, ew dizîvire... [1] Bêyî destûreka nivîskî ti kes nikare vê pirtûkê ji nû ve bi ti awayî çap bike, kopî bike yan li ber wê zêde bike. [2 uzun_hawar] Çênabe ko ti kes fayla vê pirtûkê kopî bike û di Internetê de bêxe malpera xwe. [3 uzun_hawar] Zerya, keça min Alan, kurê min Çaxê umrê min di umrê we de bû, dengbêjên mîna Biro hebûn ko bi dengê xwe ruhê me terbiye dikirin. [4 uzun_hawar] Ew êdî neman... Hûn ê hew bikaribin li kêleka wan rûnin û li dengê wan guhdarî bikin. [5 uzun_hawar] Bi hêviya ko hûn bikarabin dengê wan tê de seh bikin, ez Hawara Dîcleyê yadîgarî we dikim... [6 uzun_hawar] Sonus est, qui vivit in illa... Dengek, tiştê ko li pey wî/wê maye, aha ev e, dengek... [7 uzun_hawar] Rêza yekemîn a vê romanê 28-ê adara 1985-an, lî Sûriyê, bajarê biçûk û şêrîn ê Derya Spî Baniyasê hate nivîsîn. [8 uzun_hawar] Ez li mala neviyên Mîr Bedîrxan, Celadet Alî Bedîrxan û xanima wî (herweha dotmama wî) Rûşen Xanimê bûm. [9 uzun_hawar] C. [10 uzun_hawar] A. [11 uzun_hawar] Bedirxan, ji mêj ve, 1951, wefat kiribû. [12 uzun_hawar] Lê li her aliyê malê şopên wî yên jîndar dixuyan. [13 uzun_hawar] Rûşen Xanim ko hingê umrê wê nêzî heyştêyî bû, li malê, bi xatire, bîr û siya Bedirxaniyan dijiya. [14 uzun_hawar] Ez li wir bûm, – ji ber ko min dil hebû jiyana Mîr Bedirxan biqulibanda ser romanê. [15 uzun_hawar] Ma ji bo vê yekê, ji wê mala kevnare ko di nav pêlên tarîxa do de bû, çêtir cîh hebû? [16 uzun_hawar] Belê, rêza yekemîn a vê romanê li wir hate nivîsîn, ji devê Mîr Bedirxan, bi nefesa wî. [17 uzun_hawar] Lê ji navberê wext bihurî, dewr û dewran derbas bûn. [18 uzun_hawar] Min sê romanên din nivisîn, – ko ji wan Bîra Qederê bi deng û nefesa neviyê Mîr Bedirxan, C.A. [19 uzun_hawar] Bedirxan hate hûnandin. [20 uzun_hawar] Havîna 1994-an, roja 17-ê tebaxê, pismamê min Yilmaz Uzun li dora çiyayê Cûdî hate kuştin. [21 uzun_hawar] Yilmaz, yek ji şervanên bijarte yê tevgera kurd bû. [22 uzun_hawar] Ew bi qasî yanzdeh salên ko her rojeke wan bi lêdan, heqaret, şikence, birçîtî û kirêtiyê tijî bû, li girtîgehên eskerî yên Turkiyê ma, piştî ko ew ji girtîgehan derket, wî xwe spart çiyayên devera Botanê û tevî hevalên xwe, tevî serhildana çekdarî bû. [23 uzun_hawar] Û ew li wir, nêzî çemê Dîclê, li serê çiyan hate kuştin. [24 uzun_hawar] Dotira rojê, nîvê şevê min xebara mirina wî bihîst. [25 uzun_hawar] Ez ji tecrubeyên xwe dizanim, telefonên ko nîvê şevê tên, ne telefonên xêrê ne. [26 uzun_hawar] Nîvê şevê telefon lêket, dostê ko ji Turkiyê telefon dikir, xebara nexweş bi min gîhand,: »Yilmaz hatiye kuştin... pêşî ew hatiye girtin û paşê bi şikence bedena wî lîme lîme bûye, guh, bêvil, dest, mil, pî, ling, hemû bedena wî perçe bi perçe jêbûye, heta ko ew hêdî hêdî miriye...« [27 uzun_hawar] Wê şevê, heta sibê ez li oda xwe ya xebatê rûniştim û li Yilmaz fikirîm. [28 uzun_hawar] Li zaroktî û xortiya wî, li dê û bavê wî ko umrê xwe li ber deriyên zîndanan derbas kirin, li kekê wî ko Yilmaz hê zarok bû, hate kuştin, li her-du birayên wî yên din ko pê re li zîndanan bûn û xwehên wî ko li welatê xerîbiyê bûn, li têkoşîna wî ko hema çi bigire her roja wê bi xwîn, xwîdan, jan û keserê tijî bû, li mala wan a fireh, li rûyê wî yê ronî, bejn û bala wî ya dirêj, meş û gotinên wî yên qehîm... Li qedera wî ko kêm-zêde, ji mêj ve ye, qedereke giştî ya navçê ye. [29 uzun_hawar] Li şerê welatê kurdan ko kêm-zêde, ji sed û pêncî salan û vir ve, bixwîn, bi trajediyeke bêpayan dubare dibe û dewam dike. [30 uzun_hawar] Li ber destê sibê, gava çirûskên dawîn ên stêrên şeva ronî jî çûn ava, min li ser kaxizekê navek nivisî; Biro. [31 uzun_hawar] Biro, navekî bi du manan e, du kahniyên wî hene. [32 uzun_hawar] Kahniya yekemîn Hezretî Brahîm e ko bi sebr û hêza xwe ya liberxwedanê nas e. [33 uzun_hawar] Biro, kurtebiriya vî navê pîroz e. [34 uzun_hawar] Kahniya duwemîn jî bira ye, yan jî birader. [35 uzun_hawar] Ew gotina ko min wê şevê nivisî, Biro, hêdî hêdî, bi wextê, qulipî ser dengekî. [36 uzun_hawar] Dengekî ko nîvê şevan bi hêdîka dihat û li ber guhê min, mîna pejneke sivik a bayekî sivik, bang li min dikir; »li min guhdarî bike, guh bide min... li dengê dengbêjan, li dengê Dîclê, li dengê hez û evînê, şer û pevçûnê, kîn û nefretê, îxanet û hesûdiyê, hêvî û têkoşînê, afirîn û hunerê guhdarî bike...« Bi vî terhî deng jî, bi wextê, bû şexsiyetek. [37 uzun_hawar] Navê ko min nivisîbû, dengê ko bîr û heşê min vedigirt, bû şexis, şexsiyet, huwiyet û leheng. [38 uzun_hawar] Lehengê romana Hawara Dîcleyê... – tevî Mîr Bedirxan û lehengên din. [39 uzun_hawar] Gotina wê şevê û dengê şevên din bûn rêz. [40 uzun_hawar] Rêz bûn rûpel, rûpel jî defter. [41 uzun_hawar] Romana ko min dil hebû binivîsanda û gotina wê ya yekemîn li Baniyasê hatibû nivisîn, kete ser riyeke din. [42 uzun_hawar] Min ew pêncî, şêst rûpelên ko hatibûn nivisîn, danîn aliyekî û rê da Biro da ko ew gotina xwe bibêje, rê li ber xwe veke. [43 uzun_hawar] Carina şexs, leheng, bûyer an jî pêwendiyên romanekê zora nivîskarê/a romanê dibin, xwestekên nivîskar diguherînîn û bixwe rê li ber xwe rast dikin û romana xwe dihûnin. [44 uzun_hawar] Di romana Hawara Dîcleyê de jî weha bû. [45 uzun_hawar] Dengê ko hûn ê di vê romanê de bibihîsin, dengê Biro ye, gotina ko hûn ê bixwînin, dîsan, gotina wî ye. [46 uzun_hawar] Biro kî ye? [47 uzun_hawar] Dengê Yilmaz ko di nav dewr û dewranan de, mîna bayê hûnikê keleberbangan, digere û do bi îro, îro bi do digihîne? [48 uzun_hawar] Dengê yek ji bapîrên Yilmaz ko di nav şerên xwîndar ên eşîran û osmaniyan de jiyaye? [49 uzun_hawar] (Navê bapîrekî Yilmaz, ji çar bavan, Biro bû, Biroyê Dirêj.) Dengbêjekî ji dema Mîr Bedirxan ko wê dema tijî xwîn, xwîdan, keser û jan vedibêje? [50 uzun_hawar] Dengekî ko ketiye dewsa Mîr Bedirxan? [51 uzun_hawar] Dengê qederekê ko ji du sed salan û vir ve hertim dubare dibe? [52 uzun_hawar] Biryar, ya we ye. [53 uzun_hawar] Lê belê Hawara Dîcleyê bi dengê Biro ve hatiye pê. [54 uzun_hawar] Herçî tiştên ko min lê zêde kirine, ne zêde ne: Hin agahiyên ko dengbêj û vebêj jê hez nakin, mixabin, pêwîst bûn. [55 uzun_hawar] Min ew, mîna notan, li dawiyê li dengê Biro zêde kirin. [56 uzun_hawar] Min şevbuhêrkên Biro yên balkêş, hinekî, ji hevûdu veqetandin, vegotin û serpêhatiyên wî ko carina tevlîhev dibûn, serrast kirin û ji bo her şevbuhêrkekê ko çêla dewr û dewranek dikir û ji gelek şevan dihate pê, serenavek û hin jimare danîn, – da ko dengê Biro zelaltir û rasterastir bigihe we. [57 uzun_hawar] Mîna hemû dengbêjan serê Biro jî bi navên xerîb, bi tarîxên bûyer û qewimînan ne xweş bû. [58 uzun_hawar] Lê belê ji bo vegotineke serast nav, tarîx, cîh pêwist bûn. [59 uzun_hawar] Ji lewre min secereyeke weha, tevî nexşeyeke Mezopotamyayê, xiste dawiya vegotina Biro. [60 uzun_hawar] Di vegotina Biro de gelek tişt, nav, cîh, gotin, term, cimle, bûyer, zahf caran, bi heyecan û germahiya gotinê, dubare dibûn. [61 uzun_hawar] Û gelek sifat li pey hev rêz dibûn. [62 uzun_hawar] Min ew hemû, bêyî ko ez vegotin û ûsluba dengê Biro xera bikim, gelekî kêm kirin. [63 uzun_hawar] Fermo, rûpelê biqulipînin û li dengê Biro guhdarî bikin... [64 uzun_hawar] We xwest, ez ê jî bibêjim. [65 uzun_hawar] Qendîlê pêxin û li dengê jibîrbûyiyan guhdarî bikin. [66 uzun_hawar] Heke gotina min we netirsîne, heke hûn ê heta dawiyê lê guhdarî bikin, hingê, berî her tiştî divê ez bibêjim ko gotina ko hûn ê niha lê guhdarî bikin, gotina jibîrbûyiyan e. [67 uzun_hawar] Dengê hûn ê bibihîzin, dengê însanekî jibîrbûyî ye ko di wextê xwe de dengê însanên jibîrbûyî bû. [68 uzun_hawar] Ji bîr mekin; ji-bîr-bû-yî... [69 uzun_hawar] Berî ko hûn bipirsin, ez bibêjim we ka jibîrbûyî kî ne. [70 uzun_hawar] Jibîrbûyî, ez im; Biro, Biroyê Dengbêj, yan jî em bibêjin, Biroyê Êzîdî, yan jî Biroyê Kor, yan jî Biroyê Dirêj. [71 uzun_hawar] Jibîrbûyî, Ester e; Estera ko min jê re digot, Stêr, an jî Estera file, keldan, nastûrî, yan jî Stêra ezîza ber dilê min, roniya çavê min, Ester, sêwiya zarşêrîn e zarwinda, bejn û bala lihev... [72 uzun_hawar] Jibîrbûyî, Mîr e. [73 uzun_hawar] Mîrê Cizîra Botan, serekê Ezîzan, an jî Mîrê serhildana kurdî, yan jî Mîrê nefîkirî, yan jî Bavê Têlî, Têliyê kor ko hevalê min e. [74 uzun_hawar] Jibîrbûyî, Stephan Manolgiyan e, ko min jê re digot Mam Sefo, aqilmendê Mîr, alîmê ermen ê xwediyê kitabxana yekta, bavê Migirdîç ko hevalê min bû û min jê re digot Migo, bavê Armêya bextreş ko – heye – ez bûm sebeba mirina wê û mêrê Senemxana dîndar ko bi emrê Xwedê serê xwe danî ser axa rehmetê. [75 uzun_hawar] Jibîrbûyî, Apê Xelef e, şivanê yekta yê hemû Cizîra Botan, bilûrvan û dengbêjê zarotiya min, terbiyedarê ruhê min, bavê Heme ko hevalê min bû, ko navê xwe kiribû Malmîran û me, min û hevalên din jî Malmîrana wî kiribû, Malwêran. [76 uzun_hawar] Û bavê Gulîzera reben ko li ser riya me ya koça bêdawîn winda bû. [77 uzun_hawar] Jibîrbûyî, êzidî ne, ko bav û kalên min in, ko hertim li serê çiya û newalên kûr ên welatê êzidiyan, tên kuştin, hertim ferman û talana wan radibe, ko ji tirsan nikarin danê sibê û danê êvarê, rûyê xwe ber bi tava rojê bikin û dua û ayetên xwe bideng bixwînin. [78 uzun_hawar] Jibîrbûyî, suryan, keldan û nastûrî ne, ko bav û kalên Stêra min a gor- [79 uzun_hawar] behîşt in, ko nikarin li welatê xwe yê bav û kalan, rehet, azad û serbest li tîrêjên berbangan ko li milê rojhilatê Dîcle, Zab û Xabûrê hiltê binihêrin, li esmanên çikî sayî yên şevên Mezoptamyayê temaşe bikin. [80 uzun_hawar] Jibîrbûyî, ehlê Cizîra Botan, însanên Hekaran, xelkê Mikus, Wan û Serhedan in ko li dijî hevûdu, li dijî eşîrên cîran, eqeliyetên pismam, li dijî dewleta Osman û dewleta Farisan, li dijî hemû dinyayê şer dikin, heyata wan bi şer dest pê dike û bi şer kuta dibe û hertim tên xapandin, qirkirin û koçkirin. [81 uzun_hawar] Jibîrbûyî, mal û malbata Mîr, law û keçên wî, bira û birazî, xal û xwarziyên Bedirxaniyan in ko nîrê Osmaniyan û zîziya welatê xerîbiyê bûye qedera wan. [82 uzun_hawar] Jibîrbûyî, biraziyê Mîr Yezdînşêr e ko şopa umrê me da ser riya welatê xerîbiye; mîrê Hekaran Nûrilah Beg û ehlê wî, mîrê Mikusê Xan Mehmûd û ehle wî ne, ko tevî me ketin ber pêla welatê xerîbiyê û li wan deran ji bîr bûn. [83 uzun_hawar] Jibîrbûyî evana û kesên din in ko ez ê ji we re, ji pêketina qendîlan heta vemirtina wan, carina kite bi kite, carina di ser re, qala hal û hewal, coş û hêvî, jan û keserên wan bikim. [84 uzun_hawar] Hûn ê niha bipirsin ka ev însan çima jibîrbûyî ne. [85 uzun_hawar] Ez bibêjim we; ev însan jibîrbûyî ne, ji ber ko bindest in, biserneketine û têk çûne. [86 uzun_hawar] Bindestî, malwêranî ye, zimanê însanê bindest qifilkirî, destê wî zincîrkirî ye, ne dikare bibêje, ne jî binivîse. [87 uzun_hawar] Biserneketin, mîna birîna min, birîneke xedar e, ko hêdî hêdî birîndar dikuje. [88 uzun_hawar] Gotina însanê biserneketî, hêdî hêdî, winda dibe, heyata wî, dewr û dewrana wî dikeve ber pêlên wextê û dibe hîç û pûç. [89 uzun_hawar] Ne gotineke însanê biserneketî dimîne, ne jî tarîxeke wî. [90 uzun_hawar] Têkçûn, jixwe ji nav diyar e, mirin e. [91 uzun_hawar] Dengê însanê mirî nayê bihîstin, nefesa wî nayê hîskirin. [92 uzun_hawar] Heke hûn bipirsin ka ez kî me, ez ê bibêjim ko ez, yek ji van însanan im, însanekî ji însanên bindest, biserneketî û têkçûyî. [93 uzun_hawar] Gotina min, gotina wan; dengê min, dengê wan e. [94 uzun_hawar] Ez, Biroyê dengbêj im, ez ê heyata wan, jan û kesera wan, hêvî û xwesteka wan ko di nav dengê wan ê windabûyî de veşartî ye, ji we re, bibêjim. [95 uzun_hawar] Umrê min ê ko niha êdî bi gavên lez ber bi qonaxa dawîn dere, eger ez ne şaş bim, kêm zêde, li dora pênceyî ye. [96 uzun_hawar] Di vî umrê kin – heye ko dirêj – ê teres de, min gelek tiştên xweş-nexweş, rind-kirêt dîtin, pêrgî gelek tiştên ecêb ko min hîç texmîn nedikirin, bûm. [97 uzun_hawar] Mîna vî çemê Dîcleyê, min jî şahidî li best, daxwaz, hêvî, dilşikestin, jan û keserê kir. [98 uzun_hawar] Mîna pelekî tenik ê rihanê ko ketibe ber pêlên Dîcleyê, ji Cizîrê heta Stenbolê, ji Stenbolê heta Girîtê, ji wir jî heta Şamê ez geriyam, min dît û bihîst. [99 uzun_hawar] Li Cizîrê, Diyarbekir, Bêrûd, Şam, Heleb, Nînova, Mûsil, Bexda, Stenbol û Xaniyayê min ziyaretgeh, meyxane, dersxane, qesr, saray, zîndan, girtîgeh, mizgeft, dêr, hevra dîtin, gotinên xerîb, bi zimanên xerîb, li gotina xwe ya kurdî zêde kirin. [100 uzun_hawar] Min li dengên bêhejmar guhdarî kirin, li rûyên bêhejmar nihêrîn, hîs û pejnên bêhejmar nasîn. [101 uzun_hawar] Ez bûm şagirtê wext, tevger, însan û bûyeran. [102 uzun_hawar] Ez bûm xwediyê ders û tecrubeyên bêhempa, – ko niha êdî bi kêrî çu tiştî nayên. [103 uzun_hawar] Lê belê tevî van ders û tecrubeyên heyata min a bêkêr, min, du tişt, çu carê, fahm nekirin; çima bindestiya vê Mezopotamya kambax evçend kûr, dûr û hûr e? [104 uzun_hawar] Çima însanên Mezopotamyayê hertim bi derbeyên xedar hildiweşin? [105 uzun_hawar] Çima bindestî weha bêdawîn e?.. Li milê din, ez çu carê tênegihîştim çima ev deverên kevnare yên miqedes evçend bi kîn û nefretê dagirtî ne? [106 uzun_hawar] Çima însanên der û dorên Firat û Dîcleyê, tevî ko ew bindest in, evçend li dijî hev in, evçend gora hev vedidin? [107 uzun_hawar] Bêguman ez dizanim, însanê bindest mîna pizota êgir e, zirara wî, berî her kesî û her tiştî, jê re ye. [108 uzun_hawar] Însanekî weha mîna dûpişkê bêkeysketî ye, ji bêgaviyê, bi der û dora xwe, eger li der û dorê kes nîn be, bi xwe vedide, derzî û jahra dûpişkê ko ji bo parastinê ye, dibe mirina wî. [109 uzun_hawar] Ez dizanim, qurban, bêgav e û însanê bêgav dikare her tiştî bike, dikare, heke fersendê bibîne, ji nişka ve bibe celad. [110 uzun_hawar] Di nav her miletî de, li her navçeyî bêgav, bindest, qurban û dûpişkên bêçare hene. [111 uzun_hawar] Lê we li kû derê dinyayê dîtiye ko navçeyeke seranser, însanên hemû navçê, têr û birçî, xweş û nexweş, desthilat û jar, mîr û kizîr, gundî û bajarî, hemû bi hev re, bindest in, bûne dûpişkên jahrîn û bêrawest bi hev vedidin? [112 uzun_hawar] Em bibêjin, li dereke dinyayê rewş, demeke kurt an dirêj, weha nexweş e. [113 uzun_hawar] Lê we li kû dîtiye ko ev rewşa hanê her û her dewam dike, dubare dibe û dewsa ko biguhere, herkesî diguherîne û dike esîreki pêncperan ê vê qederê? [114 uzun_hawar] Hûn hatine ko li min guhdarî bikin, ez dizanim, lê niha bersîva pirsa min bidin; we mûsîbeteke weha li kû dîtiye?.. [115 uzun_hawar] Li dora xwe binihêrin, ji her derî xwîn dilop dike. [116 uzun_hawar] Ax dinale, av diqîre, ba dinehwirîne. [117 uzun_hawar] Çima? [118 uzun_hawar] Ji min re bibêjin çima ev axa bimbarek ko bi ava Firat û Dîcleyê dihate avdan, niha, di nav bêdengiya zîz a şînê de, bi xwînê tê avdan? [119 uzun_hawar] Hema çi bigire, di hemû gavên kulek û xeşîm ên umrê min ê teres de, ez li van herdu pirsan fikirîm; bindestî û kîn û nefreta bêhempa ya navçê. [120 uzun_hawar] Gava ez li Cizîrê, hê li Medresa Sor şagirtekî nezan ê zanîn û ilmê bûm, hê hingê, li milekî çavê min li ser rêzên tevîhev ên rûpelên kitabên zehmet ko li ber min bûn, devê min bi rêzên dijwar ên jiberbûyî tijî, min pisepis dikir, li milekî din jî heşê min li dereke din, li bersîva kahniya kîn û nefretê bû. [121 uzun_hawar] Ev kahniya malmîrat li kû bû? [122 uzun_hawar] Heye ko haya we jê hebe, di nav gotinên stranên min de ko min hê di xortaniya xwe de li bilindahiyên çiyayê Cûdiyê, di berbangên sibehan û hingûrên êvaran de, rûyê min ber bi tava ko hildihat, an jî diçû ava, digotin, hin rêz hebûn ko her dubare dibûn, kahnî, tu li kû yî? [123 uzun_hawar] Kahnî tu li kû yî? [124 uzun_hawar] Di nav wî şer, pevçûn, qetliyam û gola xwînê de ko ji nişka ve bi ser me de hat, ko ez ê qalê bikim, min hertim gotinek dibare dikir, çima, çima? [125 uzun_hawar] Li ser riya dirêj û kesertijî ya sirgûnê, li ser pêlên har ên Derya Reş ko em di keştiyeke osmaniyan de mîna hêlekanekê, bi gurmegurma pêlan re, geh bi vir de, geh bi wir de diçûn, hingî min ji yara xwe ya birîndar dipirsî, Stêra min, li stêran binihêre... ma ev stêr bi halê me nizanin, ma çima ew nayên aliyê me û birînên me derman nakin? [126 uzun_hawar] Çima ew bersîva vê zilmê, vê nezaniyê, vê kîn û nefretê nadin? [127 uzun_hawar] Ez li Girîtê, danê êvaran, li ser bircên keleha Xaniyayê rûdiniştim, berê min li ava şîn a Derya Spî ko mîna cawekî hevrêşimî bi rengên şîn, kesk û sor leylan dida, destê min li ber guhê min ko hertim li ser dengan bû, min dengê strana xwe bi dengê pêlên Derya Spî digîhand û jê dipirsî, deryayê, ezbeniyê, çima, çima? [128 uzun_hawar] Herçî Şam, ko qonaxa dawîn a koçberiya me bû, ez li oda biçûk û germ a Mîr ko bi mehfûr û kulavên rengereng raxistîbû, li kêleka Mîrê min ê şikestî û gelekî westiyayî rûdiniştim û gava ko Mîr, di destan de tizbiya sedefî ya not û neh libî, dest bi xwendina Qurana kerîm dikir, min jî gotinên stranên nû ko hêdî hêdî dikemilîn û li hev dihatin, di ber xwe de, dubare dikirin, Mîrê mino... em li kû, kahnî li kû? [129 uzun_hawar] Kahnî; kahniya heyata însan, zayîn; kahniya evîn û evîndariyê, zelaliya zaroktiyê, westa kalbûnê, kêf û henekê, best û coşê, şeng û şongê, xebat û lebatê, şer û pevçûnê, kîn û nefretê û mirin û kuştinê... Kahnî, kahniya windabûna heyata însan, mirin... Heyata min, ji kahniyekê ber bi kahniyeke din. [130 uzun_hawar] Lê belê kahniya bindestiyê, kîn û nefretê?.. Ev ji kû dertên? [131 uzun_hawar] Ji kûrahiyên şevê ko bi perda xwe ya reş dinyayê vedigire û dixe nav xeweke xeşîm ê kûr? [132 uzun_hawar] Ji kûrahiyên vê axa reş a bi bereket ko ji hezaran salan û vir ve ye, hemû Mezopotamyayê têr dike? [133 uzun_hawar] Ji kûrahiyên ba û bahozên qedîm ko li gopikên çiyayên Cûdî, Herekol, Bagok û Hekaran, bi fizîn, bi xeşmet, xwe li ba dike? [134 uzun_hawar] Ji kûrahiyên xewnên şevên reş ên bêpayan bêdeng ko hema çi bigire hîç wextekê nayên zimên? [135 uzun_hawar] Ji kûrahiyên xwîna sor ko di rehên însanên bêgav de, hertim bi coş, bi kel, bi rik û bi kerb diherike? [136 uzun_hawar] Ji kûrahiyên dilê wan ko bi hesret, hêvî, best, êş, xizîn, şerm û bi daxwaza tolê hildavê? [137 uzun_hawar] Li dara dinyayê ji herkesî bêtir diviya me, însanên Mezopotamyayê, ehlê Dîcleyê bizanibûya ka ev kahniya ko mîna kabûsekê, mîna şûrekî li ser stûyê me hilawestiye, çi ye û li kû ye. [138 uzun_hawar] Lê ez ji tecrubeyên keft û leftên heyata xwe ya fetloke dizanim; em bi hîç tiştekî nizanin, ne kahnî, ne zayîn, ne heyat û ne jî mirin, bi çu tiştî... Heke me bi tiştekî bizanibûya, ji tecrube û keft û leftan ders werbigirta, ne halê me dibû ev halê bêhalan, ne jî mirin dibû nan û ava însanên Dîcleyê. [139 uzun_hawar] Serê xwe hildin û li derve, li Dîcleyê binihêrin, guhê xwe bidinê û dengên ko ji Dîcleyê bilind dibin, seh bikin. [140 uzun_hawar] Ev, dengên çi ne, dengên kê ne? [141 uzun_hawar] Ava Dîcleyê çêla çi dike, behsa kê dike? [142 uzun_hawar] Dîcle, ava Dîcleyê, dengê ava Dîcleyê. [143 uzun_hawar] Ez, dengê min, stranên min, stranên min ên li ser Dîcleyê; [144 uzun_hawar] Ro, ronahiya rojê, tîrêjên ronî. [145 uzun_hawar] Germahî. [146 uzun_hawar] Geşî, xweşî. [147 uzun_hawar] Bihar, dilşahî. [148 uzun_hawar] Dinya dikene, ax dinale, sar, seqem dihele. [149 uzun_hawar] Av vedije, Dîcle hişyar dibe. [150 uzun_hawar] Bîhn, ax, herî, dar, ber, gul, kulîlk. [151 uzun_hawar] Dinya vedije. [152 uzun_hawar] Av, avzê, kahnî, co û çem. [153 uzun_hawar] Ji dahl, daristan, zinar, çiya. [154 uzun_hawar] Ji herderî, ji jêr, ji jor, ji çarmedor. [155 uzun_hawar] Av, Dîcle. [156 uzun_hawar] Dîcle vedije, Dîcle har dibe. [157 uzun_hawar] Ro û Dîcle. [158 uzun_hawar] Tav û av. [159 uzun_hawar] Tîrêj û pêl. [160 uzun_hawar] Bi hev re, di nav hev de. [161 uzun_hawar] Dîcle dibiriqe. [162 uzun_hawar] Dîcle diçirise. [163 uzun_hawar] Dîcle distrê. [164 uzun_hawar] Dîcle dibêje. [165 uzun_hawar] Dîcle çi dibêje? [166 uzun_hawar] Guhê xwe bidin ser dengê Dîcleyê, bi dîqet, bi hizir. [167 uzun_hawar] Bibêjin ka gotina Dîcleyê çi ye? [168 uzun_hawar] Ez, dengbêjê Dîcleyê, ji we re bibêjim; deng, dengê mirî, windabûyî û jibirbûyiyan e û ava Dîcleyê strana zîz a wan dibêje. [169 uzun_hawar] Roja ko fermana me rabû û Mîr, çar bermaliyên wî, çardeh cariyên wî, keç û lawên wî yên hê hingî bêhejmar, bira û biraziyên wî, mal û malbata wî, ehl û eşîra wî, em, dildar û şirîkên şikestî yên qedera wî, hemû bi hev re, ketin ser riya welatê xerîbiyê, danê sibê, gava tîrêjên roja zêrîn li ser ava Dîcleyê diçirûsîn, bi dilekî zîz û kesertijî, min li Dîcleyê nihêrî û ez weha fikirîm; li vê yeka kambax binihêre, Dîcle heyat, bextiyarî û serfiraziyê dibexşîne me û em jî mirin, jan û keserê didin wê. [170 uzun_hawar] Umrê Dîcleyê çiqas e, ji çend hezar salan û vir ve, ev ava boş weha bisebr, bêwest, bêrawest diherike? [171 uzun_hawar] Umrê mirinê çiqas e û ji kengî ve ye ko mirin li der û dorên Dîcleyê, mîna xezeba Mûsa yan jî tofana Nuh, evçend bi xurtî, li dar e? [172 uzun_hawar] Xezeba Mûsa ya li ser fîrewnan yan jî tofana Nuh a li ser neçêyan heta dereke û wextekê bû, piştî wê ew miçiqîn. [173 uzun_hawar] Lê kahniya vê mirina kambax ko gelekî bi xezeba Musa û tofana Nuh dişibe, ko hertim li dora me ye, çima namiçiqe? [174 uzun_hawar] Berî niha bi demeke kurt, Mîr mir. [175 uzun_hawar] Heye ko sê, çar hefte, wî, di oda xwe ya biçûk de, li ber pencera fireh ko pelên çîkî kesk ên dara ziqûmê li dorê rapêçiyayî bûn, di nav kitab, ayet, hedîs û telqînên xwe de, bi hesreta axa bav û kalan, kahniya evîn û derdan, serê xwe li Şamê danî ser axa rehmetê û ji her tiştî xatir xwest û bêveger çû. [176 uzun_hawar] Stêr mir, na ne ko mir, hate kuştin. [177 uzun_hawar] Mam Sefo Manolgiyan, Migo, Armê, diya Migo û Armê Senemxan, xizmên wan, hemû, mirin. [178 uzun_hawar] Apê Xelef mir. [179 uzun_hawar] Heme, Malmîranê malwêran mir. [180 uzun_hawar] Gulîzera xwediya guliyên reş mir. [181 uzun_hawar] Ne yek, ne dudo, bi hezaran nas, dost, heval, ehl û însanên ko min dinasîn, mirin. [182 uzun_hawar] Ermen mirin. [183 uzun_hawar] Suryan, keldan, nastûrî bêhejmar mirin. [184 uzun_hawar] Êzidî mirin. [185 uzun_hawar] Kurd mirin. [186 uzun_hawar] Ez ê jî bimirim. [187 uzun_hawar] Ez bi birîna xwe dizanim, ev birîn nacebire, ev ê min bikuje. [188 uzun_hawar] Ez dibêjim, ew mirin, lê rastî weha ye, ji Mîrê min ê ko ji derd, kerb û hesretê mir pê ve, yên din hemû hatin kuştin. [189 uzun_hawar] Bi ecelê xwe mirin tiştekî ye, bi şûr, xencer, kêr, demançe, tiving û topan mirin tiştekî din e. [190 uzun_hawar] Li der û dorên Dîcleyê mirin nîn e, kuştin heye. [191 uzun_hawar] Ecel nîn e, fermana melekê Ezraîl, bi qewlê Êzidiyan Melekê Tawis, ko bi haletên kuştinê tê, heye. [192 uzun_hawar] Melekê Tawis bi du şêweyan tê nik me, însanên fanî, ko ji afirînê bêtir ji hilweşînê, ji evînê zêdetir ji kînê hez dikin; yek, bi lorîna nazik, gotina xweş û xewa şêrîn. [193 uzun_hawar] Dudo, bi şûr, xencer, demançe û tivingê. [194 uzun_hawar] Para Mezopotamyayê, şêweyê diduyan e. [195 uzun_hawar] Ez ê jî bimirin, ji ber ko qesta xencerê, fermana melekê nemir, qesta kuştina min bû. [196 uzun_hawar] Bêşik ez ê ji we re çêla evîn, xweşî, hêvî, coş û heyecanê jî bikim. [197 uzun_hawar] Lê heke hûn meraq bikin ka ez çima weha behsa mirin û kuştina bedbîn dikim, bersiva min ev e; mirin û kuştina ko min, di hemû heyata xwe de şahidî lê kiribû, berî niha bi çendekê, piştî mirina Mîr, di nav kirasê yekî zikreş de, mîna segekî har ê devgirêz, ji nişka ve, derket ser riya min û êrîşî min jî kir. [198 uzun_hawar] Çare nîn bû, min diviya bersîv bida, mîna hespê ko di geremola çemê Dîcleyê de, veciniqî û matbûyî, çavên wî li qeraxên çêm, li ber xwe dide û dixwaze xwe bi qiraxê bigihîne, welê min jî diviya xwe ji geremola xwînê xelas bikira. [199 uzun_hawar] Çare nîn bû, min segê har di nav xwîna wî de gevizand. [200 uzun_hawar] Da ko ez nemirim, min segê segan kuşt, da ko ewî nikaribûya dest bibira xwe û ez bikuştima. [201 uzun_hawar] Belê, min însanek kuşt. [202 uzun_hawar] Ez ko ewçend ji kuştinê direviyam, ewçend min ji kuştinê nefret dikir, di dawiya umrê xwe de, bûm mêrkuj û min jî merivek, bi derbên xencerê, xiste erdê. [203 uzun_hawar] Gerçî însanê ko min kuşt, segekî har, bênamûsekî rezîl bû û xwîna wî, bi pereyên çikosan jî, bi pênc pereyan nedikir, lê kuştin bi min nediket. [204 uzun_hawar] Bila Yezdanê mezin ceza wî bidayê, bila ew bêbextê bêbextan bi derdekî bêderman biketa ko dermanê wî şîrê teyran û qoçê keran bûya. [205 uzun_hawar] Mixabin welê nebû, di wextekî min ê gelekî zîz de, ko ne dengê dil, ne jî dengê heş digihîşte min, her tişt bi leza birûskê qewimî. [206 uzun_hawar] Lê eger wî bênamûsî bi xencera dudevî ya zîvhêlî êrîşî min nekira û ez birîndar nekirima, min ê ew nekuşta. [207 uzun_hawar] Xencera ko pêşî di destê wî bêşerefî de bû, rabû, bi qasî kêliyekê li hawayê, bi şewqeke gelekî ronî çirûsî û ber bi zik û navtenga min daket. [208 uzun_hawar] Xencêr cil û bergên min çirandin, laş û çermê min qelişandin û agir berda bedena min. [209 uzun_hawar] Mîna ko hûr û pizûrên min derbin, welê nefesa min çikiya, bi qasî bîskekê dinya li ber çavê min reş bû. [210 uzun_hawar] Lê çi bû, çawan bû, ez nizanim, gava xencer dîsan rabû, min rahiştê. [211 uzun_hawar] Destekî min li ser devên xencerê, bi destê din, min çend gurmistên rehmanî li ser sûretê wî bêşerefî teqandin. [212 uzun_hawar] Tevî ko destê min jêbû û devê xencerê gihîşte hestiyan, min ew berneda. [213 uzun_hawar] Û em tewirîn erdê. [214 uzun_hawar] Demeke gelekî dirêj li erdê me hevûdu bir û anî. [215 uzun_hawar] Mirin li odê bû, Melekê Tawis, bi xencera dudevî, li wir, li ser serê me hilawestî bû. [216 uzun_hawar] Em ê bimirana, ez, yan jî ew, yan jî em herdu. [217 uzun_hawar] Rengê oda xweşraxistî guherî, xwînê rengê xwe da hemû odê, cil û bergên me, dest, pî, mil, rû û hemû laşê me, mehfûrên li erdê raxistî, dîwarên odê yên spî, dîwana mişmişî ya koşê, hemû, her tişt di nav xwînê de ma. [218 uzun_hawar] Bi dû pevçûneke gelekî dirêj re, ez, bi hêdîka, hemû bedena min bi janeke bêpayan ketî, rabûm ser piyan. [219 uzun_hawar] Lê ew bêşerefê bêşerefan ranebû. [220 uzun_hawar] Xencer di destê min de bû. [221 uzun_hawar] Bi qasî çendekê ez, bi zehmetî, li ser serê wî rawestiyam û min lê nihêrî. [222 uzun_hawar] Çavên wî, beloq, vekirî bûn, rû, simbêl û rîha wî di nav xwînê de bû, ji bêvila wî xwîn diçû û ji stûyê wî xwîneke boş dipijiqî. [223 uzun_hawar] We hîç li çavên însanên nûmirî nihêriye? [224 uzun_hawar] Min gelek caran, li gelek deveran ev çav dîtine; li qeraxên çemê Dîcleyê ko gelek caran bi rengê xwînê diherikî, li newalên kûr ên Lalêşê ko ziyaretgeha êzidiyan e, li der û dorên Kahniya Spî ko kahniyeke miqedes a Laleş û yêzidiyan e, li gundên Nînovayê ko cîh û warên êzidiyan e, li ber lingên keleha spî ya Seîd Begê ko bi hêlîneke teyrên êlo dişibiya û bi destê paşayên osmaniyan hilweşiya, li ber û di nav dêrên keldanî û nastûriyan de ko mîna hêlînên teyrên baz xwe di nav gelî, zinar û çiyayên asê yên Şemdînan, Şîrwan, Dêrezor, Nehrî, Bişems û deverên din ên Cizîra Botan û Hekaran de veşartibûn, li ser kelekên ko di çemê Dîcleyê de, ji hezar salan û vir ve, însan, heywan, rêwî, birîndar û mirî dibirin û dianîn, li hewşa fireh û hertim ronî ya Medresa Sor ko warê îlim, zanîn û merhemetê bû, li kêleka Birca Belek a qesra Mîr ko li ber devê Dîclê lêbûbû, ko hertim tijî jin, cariye, zarok, aqilmend, kumandar, alîm, şaîr, dengbêj, dîndar, şêx, mîr û axa bû, li zozanên çiyayê Cûdî ko bi bilindahiyên xwe mîna teyrê simîr, nobedarî li hemû navçê dikir, li hawîrdorên gola Ûrmiyê ko hêzên çekdar ên Mîr dirêjî kiribûn, li deştên zer ên Cizîra Botan ko qulipîbûn ser qata şer ko di navbera hêzên kurdan û osmaniyan de dihate pê, li doraliyên sûr û bircên keleha çiyayê Ewrexê ko me, Mîr û nêzên wî, ji bêgaviyê, xwe spartibûyê, li ser riya bêdawîn a welatê xerîbiyê ko piştî şikestinê derketibû pêşiya me, di nav keştiya kevnare de ko li ser pêlên Derya Reş, mîna pelekî zerbûyî û hilweşiyayî yê payizê, bi hêdîka, hêl dibû, li Stenbolê, paytextê padîşahê osmaniyan Siltan Evdilmecîd, di zîndanên tarî de ko em, girtiyên Cizîra Botan, Hekar û Mikusê, mîna pezên ko bi şebekê ketibin, li ser hev, bêyî ko haya me ji roniya rojê, tariya şevê hebe, rûniştibûn, li Girîtê, warê me yê xerîbiyê, li bajarê kevnare Xaniyayê ko ji bo min bû medreseyeke nû mîna Medresa Sor û gotina serpêhatiyên Hektor, Parîs, Helena, Aşîl, Odyseus û Penelopê ko gelekî bi gotina serpêhatiyên me dişibiyan, gîhande min... [225 uzun_hawar] Min li hemû van deran, bi çavê xwe, mirî dîtin, çavên wan ên vekirî, rûyên wan ên sar, termên wan ên ko hew diliviyan dîtin û bi guhê xwe li çêlên mirî û ketiyan guhdarî kirin. [226 uzun_hawar] Û dawiya dawîn jî li Şamê, bajarê miqedes ê misilmanan, bajarê ko diviya bajarê merhemet û wijdanê bûya û di dawiya umrê me de sikûnetekê bexşî me, însanên nesakîn û westiyayî yên şer, pevçûn û xerîbiyê bikira, ji bo min, qulipî ser bajarê mirin û kuştinê. [227 uzun_hawar] Her cara ko min çaven mirî dîtin, ez li melekê ezîm û abadîn, Melekê Tawis û li şûr, xencer û tivingên wî fikirîm. [228 uzun_hawar] Çavên mirî ez dilşikestî dikirim; hemû keft û lefta heyatê hîç bû, dawiya ko hîç çu însanekî nikaribû jê bireviya, xwe jê xelas bikira, bi tenê ev bû, mirin. [229 uzun_hawar] Çavên mirî ez kêfxweş dikirim; mirî ne ez bûm, mirin ji min dûr bû. [230 uzun_hawar] Lê li Şamê, mirina ko hertim li dora min bû, hertim di nav hîsên kûr de nefesê li min diçikand, hate û pêşî bû pardarê heyata min, paşê jî heyata min, heyata yara min têkbir. [231 uzun_hawar] Min kê, çima kuşt? [232 uzun_hawar] Ez ê, kite bi kite, vê ji we re bibêjim. [233 uzun_hawar] Ez ê çêla kuştina Stêrê, yara heyata min, jî, dîsan, kite bi kite, bikim, hem çawan Stêr çendîn caran ji şûrê mirinê xelas bû, hem jî çawan, bêyî ko hay jê hebe, ew kete tora mirinê û bi derbên xedar ên xencerê mir. [234 uzun_hawar] We nedît, min dît; ew bedena wê ya nazîk û narîn qulipîbû ser seradeke sor a qulqulî ko jê xwîn diçû. [235 uzun_hawar] Lê sebir bikin. [236 uzun_hawar] Gotin ê gotinan veke, bûyer ê bûyeran, derî dê deriyan, rê dê riyan. [237 uzun_hawar] Ji bilî gotinê û lihevanîna wê ez bi kêrî çu tiştî nayêm. [238 uzun_hawar] Ne pevçûn û şer, ne kar û şixul, ne îlim û siyaset, ne îdare û kargerandin, ne xulamtî û murîdî, ne jî serekî, mîreki, şêxîtî, axatî. [239 uzun_hawar] Ez bi tenê, bi karê gotinê dizanim, û ez ê wê ji we re bibêjim. [240 uzun_hawar] Lê ne bi lez û bez, bi hêdîka, bi sebir, bi germahî, bi sadehî û zelaliya gotina edebî. [241 uzun_hawar] Berî niha bi demeke dirêj, gava ez ketibûm pey reh û rêçên xwe û li newalên Lalêşê, li ber deriyên neqişandî yên tirba şêxê qedîm ê yêzidiyan Şêx Adî, min li dengê kalên rîhspî û cilspî yên yêzidî ko bi bilûr, def û erbanê telqîn û stranên yêzidiyan digotin, guhdarî dikir, hin gotin, mîna lûlûyên zelal ko di telqînên yêzidiyan de behs dibe, ketin ber guhê min, na ne ber guhê min, ber dilê min; xwedavendê nûranî ji nûra xwe heft melayike deranî, mîna însanekî bi qendîlekê qendîleke din pêxîne, melayike welê afirandî... Bi qendîleke ronî pêxistina qendîleke din, bi çirûskekê çirûskeke din, yeka din, yeka din... Qendîl, çirûska jînê, hêviyê. [242 uzun_hawar] Jan, keder, hizin, lê tevî vê jî qendîl, ronahiya hêviyê ko rehê jîndar ê heyatê ye. [243 uzun_hawar] Qendîl, ji gotinekê ber bi gotineke din, ji şevbuhêrkekê ber bi şevbuhêrkeke din... Weha, biûsil, tekûz, bi rêzdarî, aramî. [244 uzun_hawar] Bi nûr û ronahî. [245 uzun_hawar] We qendîl pêxist, ez ê jî bibêjim, quweta gotina xwe bi we bigihînim, gotin bi gotin, şev bi şev, qendîl bi qendîl. [246 uzun_hawar] Lê belê dengê ko hûn ê lê guhdarî bikin, ji bîr mekin, dengê dengbêjekî ye. [247 uzun_hawar] Dengê dengbêjekî jî, dengê xewnan e, ko tê de do û îro, îro û sibê dibin yek; mirî û zindî, çûyî û yê bê bi hev re ne, rastî û qewimî, fikir û xeyal dikevin nava hev, gelek dengê kesên din jî di nav de ne. [248 uzun_hawar] Dengê dengbêjekî, xuşexuşa Dîcleyê ye ko ji kûrahiyên avê dertê; gumîna çiyayê Herekolê ye ko ji bilindahiyên çiyê hawîrdor vedigire, nalîna pîrejinekê ye ko hemû însanên xwe winda kiriye, girîna zarokekî ye ko li darê dinyayê sêwî û bêkes maye, tepetepa dilê evîndarekê ye ko evîn lê qedexe bûye, kesera dilê şikestî yê mîrekî ye ko li hember hêzên çekdar ên dewletên mezin şikest xwariye û bindest ketiye, hawara birîndarekî ye ko nefesa mirinê ya Melekê Tawis bi ser de hatiye, şerqîna şûrekî ye ko xwîn jê şîp, şîp, şîp dilop dike, hîrîna hespekî ye ko siwarê wî bi berîkeke tivinga dijmin ketiye, fîzîna bayekî ye ko xwe ji rojhilatê çiyayên Hekaran dirêjî çiyayê Bagokê dike. [249 uzun_hawar] Di nav dengê dengbêjekî de dengê jibîrbûyî yê asûr, nastûr û keldanên dêr û qesrên Tiyarê, Tixûbê, Deştan û Nînovayê, dengê qedexekirî yê yêzidiyên kahnî, ziving û mezelên Lalêşê, dengê mazlûm ê misilmanên medrese û mizgeftên Cizîrê, Hekar, Wan û Diyarbekirê heye. [250 uzun_hawar] Dengbêj, pêşî, seh dike, guh dide dengan, paşê wan werdigire û diqulipîne ser dengê xwe û dawiyê jî, mîna ko ez niha dikim, wan mîna dengekî ko ji dengên têkel ên wext û dewr, hez û evîn, hesret û jan, kîn û nefret, tirs û heyecan, coş û hêviyê hatiye pê, vediguhezîne însanan. [251 uzun_hawar] Ji lewre divê hûn ji min nepirsin ka dengê min aîdê kê, çi û kengî ye. [252 uzun_hawar] Dengê min, aîdê herkesî, her tiştî û her wextê ye. [253 uzun_hawar] Lê bervajiyê vê yekê jî heye ku, dengê min, aîdê çu kesî, çu tiştî û çu wextê nîn e. [254 uzun_hawar] Ji min mepirsin ka çi rast e, çi ne rast e, çi kengî û çawan qewimiye. [255 uzun_hawar] Dengê min, dengê rastiyê ye, lê ne rastiya şûr û xenceran, tiving û topan, axa û began, şêx û seyidan, berdevk û waqanûseran, mîr û paşayan, siltan û padîşahan. [256 uzun_hawar] Rastiya dengê min, rastiya Dîcleyê ye ko tê de hemû dewr û dewran, şexis û însan hene, ko mîna dewr û dewranan, însaniyet û însanan, her û her, diherike. [257 uzun_hawar] Fermo, ji we re rastiya Dîcleyê; [258 uzun_hawar] Guhê min li dengê te, ko qîrîn e, hawar e. [259 uzun_hawar] Çavê min li pêlên te, ko xuşexuş e, herikîn e. [260 uzun_hawar] Ji deverên dûr ber bi deverên dûr e, di nav wext û heyaman de. [261 uzun_hawar] Dengê te, ko bi dengê ba, baran û berfê ve yek dibe. [262 uzun_hawar] Endam û bala te, ko bi tîrêjên tavê, çirûskên heyv û stêrê li hev dipêçikine. [263 uzun_hawar] Li dengê te guhdarî dikim, ko kûr e, dûr e, nûr e. [264 uzun_hawar] Her roj, her şev, ji jor ber bi jêr e, li vir e, li wir e... [265 uzun_hawar] Min ji dengan hez kir; li dengên ko dihatin bihîstin, guhdarîkirin û li dengên ko nedihatin bihîstin, meraqkirin. [266 uzun_hawar] Ez ketim pey dengan, min guhê xwe, dil û ruhê xwe ji dengan re vekir û bûm dengbêj. [267 uzun_hawar] Li dinyayê her tişt xwediyê dengekî ye. [268 uzun_hawar] Ne bi tenê însan, teyr, tilûr û heywan, herweha erd û ax, dar û ber, zinar û çiya, av û çem, ba û bahoz, berf û baran, tav û heyam jî xwediyê dengekî ye. [269 uzun_hawar] Heta dengê bêdengiyê jî heye. [270 uzun_hawar] Gava însan hosteyê şixulê dengan be, ev deng, hemû bi hev re, yan jî yek bi yek, dikarin werin bihîstin. [271 uzun_hawar] Lê belê berî her tiştî meraq divê. [272 uzun_hawar] Meraq, bi dû re sebat, bi dû re jî xebat, da ko însan bikaribe dengan seh bike, wan bibihîse û li wan guhdarî bike. [273 uzun_hawar] Hê gava ez zarok bûm û min li ber rehleyên dersxaneyên Medresa Sor ayet û hedîsên kitabên miqedes, bi erebî, rêzên seydayê Cizîrî, Teyran û Xanî, bi kurdî, rêzên şaîrên faris Fîrdewsî, Hafiz, Sadî û Xeyam, bi farisî ji ber dikirin, hê hingê min, tevî wan rêzên bedew ên şaîran, li dengê wan jî meraq dikir; gelo dengê wan çawan bû? [274 uzun_hawar] Dewsa feqeh û melayên me yên rûtirş ko çoyê wan ê dirêj hertim li ser serê me bû, eger şaîran bixwe rêzên xwe bixwenda, wan ê çawan, bi çi şêweyî bixwenda? [275 uzun_hawar] Dengê wan ê çawan derketa? [276 uzun_hawar] Ew deng ê çawan bigihîşta me? [277 uzun_hawar] Hê hingê, danê êvaran, gava ez û hevalê min ê file Migo ko Medresa Sor jê re qedexe bû, piştî keftûlefta rojane ya ders û medresan, li mala wan ko li ber perê Dîcleyê bû, li kitabxana gelekî fireh a bavê wî Mam Sefo, ko tijî kitab bûn, em li ser xalîçeyên rengîn ên kitabxanê dirêj dibûn û me li rûpelên kitabên mezin ên qehîm cîldkirî ko tijî resim û wêne bûn, dinihêrîn, min dengê wan wêneyên însanên bêdeng meraq dikir; eger ew ne wêne, lê însanên zindî bûna, ew ê çawan bipeyiviyana, bi çi zimanî, bi kîjan dengan? [278 uzun_hawar] Wêneyan çi digotin? [279 uzun_hawar] Kitabeke gelekî mezin hebû, rûpelên wê zerbûyî, cîldê wê yê darîn çermkirî bû. [280 uzun_hawar] Di her rûpelê kitabê de wêneyekî zelal, reş-spî, hebû. [281 uzun_hawar] Filîsof û kumandarekî yewnanî ko tevî deh hezar neferan di Anatolî û Mezopotamyayê, di welatê kurdan û ermenan re derbas bûbû, wê kitaba mezin ko çêla wê gerê, yan jî bi qewlê nivîskar vegerê, dikir, nivisîbû. [282 uzun_hawar] Navê nivîskar gelekî zehmet bû, ji lewre min navekî din lê kiribû, Keso. [283 uzun_hawar] Min û Migo, rûyê me ber bi pencera vekirî ko li Dîcleyê dinihêrî, di nav gulokên tîrêjên tavê de ko di ser ava Dîcleyê re xwe dirêjî hundirê kitabxanê dikirin, me rûpelên kitaba Keso vedikir, li wêne û sûretan dinihêrî û li gora tevger û hereketên sûretan, dewsa wan, em dipeyivîn. [284 uzun_hawar] Ez û Migo dibûn dengê sûretên bêdeng. [285 uzun_hawar] Min bi zimanê kitabê ko bi tîpên latînî hatibû nivisîn û ji milê çepê dihate xwendin, nizanîbû. [286 uzun_hawar] Lê Migo ko ji bilî ermenî, bi hin zimanên din ên welatên rojava mezin dibû, bi zimanê kitabê, eger ez ne şaş bim, bi fransizî bû, dizanîbû. [287 uzun_hawar] Carina, gava wêne û sûretan şer û pevçûn salix didan, Migo rêzên li binî wêneyan dixwendin û ew ji bo min şerh dikirin. [288 uzun_hawar] Lê bala min ne li ser gotinên Migo bû, min li dengê bêdeng ê sûretan meraq dikir. [289 uzun_hawar] Kesên wêneyan çawan diqîriyan, bi çi texlîd dengan êrîş dibirin ser dijmin? [290 uzun_hawar] Gava ew bêkeys diketin, wan çawan gazî û hawar dikirin? [291 uzun_hawar] Bi qîrîn û qîjîn, bi tika û lavelav? [292 uzun_hawar] Ji bilî Keso hin nivîskarên din jî di kitabxana germ û şêrîn de ko jê bîhna taybetî ya kitaban difûriya, hebûn. [293 uzun_hawar] Navê hemûyan niha nayê bîra min, lê gava gotin gotinê veke, bi alîkariya qendîlê, ronahiya gotinê bireşe ser bîr û heşê nankor ko hosteyê jibîrkirinê ye, hingê heye ko navê hemûyan bête bîra min. [294 uzun_hawar] Lê diduyên din hebûn; Maro û Naso ko herdu jî Romayî bûn û di wextê Keysar Agustos de jiyabûn. [295 uzun_hawar] Kitabên wan jî gelekî girs, bi textekî tenik cîldkirî, rûpelên wan neqişandî û nava rûpelan tijî wêne û sûret bûn. [296 uzun_hawar] Herçî ev herdu kitab bûn, Migo jî bi zimanê wan ê latînî nizanîbû. [297 uzun_hawar] Lê me li sûretên ko gelekî zelal û lihevhatî bûn, dinihêrîn. [298 uzun_hawar] Di şevên bê de ez ê çêla kitaban û sûretên wan bikim, lê bi xêra sûretan û şerhên peregende yên Mam Sefo ko carina dihate kitabxanê, bi ken li me û kitaba li ber me dinihêrî, simbêlên xwe yên boq badidan û ji me re, bi çend gotinan, behsa sûretan dikir, em hînî serencamên kitaban jî bûn. [299 uzun_hawar] Çi serencamên balkêş, tijî xwîn, xwîdan, girî, jan, keser, heyecan, evîn û hêvî ko çiqasî bi heyata me ya neçar û bi serpêhatiyên me yên keserkûr dişibiyan! [300 uzun_hawar] Min dengê wan hemû hîs û pêjnan ko di nav rûpelan de bêruh razayî bûn, dibihîstin, ew hemû hîs û pêjn vedijiyan û xwe bi ruhê min ê qeşmer ko ji ber zaroktiyê, hê bîr bi çerxa dinyayê nedibir, digîhandin. [301 uzun_hawar] Lê piştî ko min jî, bi vî çavê xwe, şer û pevçûn, xwîn û xwîdan û ew hemû hîs û pêjnên rûpelan di heyata xwe ya kambax de dîtin, di dil û ruhê xwe de hîs kirin, hingê ez têgihîştim ko Maro û Naso ne bi tenê dengbêjên welatê Romayê, herweha ew dengbêjên min bûn jî. [302 uzun_hawar] Kitaba Maro ko bi dengê hizîn ê şikest û bindestiyê ve hatibû hûnandin, çêla bajarê Truwayê, hespê qerase yê îxanetê, şewata bajêr û reva Enasê ber bi welatê xerîbiyê dikir. [303 uzun_hawar] Ma heyata me jî nebû mîna serencema kitaba Maro? [304 uzun_hawar] Ma hespê qerase yê Trûwayê, çaxa hêzên çekdar ên Mîr ji bajarê Cizîrê bi dûr ketibûn û di germa havîna zelal de ko xwîdan, bêrawest, ji me û ji hespên me diçû, li ber qeraxên gola Urmiyê ko tavê li ser avê bi rengên têkel leylan dida, haziriya şerên mezin dikirin, hingê, bi navê Yezdînşêr û hêzên osmaniyan, bajarê me yê qedîm Cizîrê venegirt? [305 uzun_hawar] Ma me şikest nexwar û serê xwe li ber paşa û siltanên osmaniyan netewand, stûyê xwe xwar nekir, riya me, bi dengê strana hizîn a veqetînê, ber bi welatê xerîbiyê neçû û em li welatê xerîbiyê bi hîsa hesretê nekizirîn? [306 uzun_hawar] Herçî Safo bû, wî jî di kitaba xwe de ko li welatekî gelekî xerîb û nenas ê Derya Reş, bi keserê hatibû nivisîn, çêla xerîbiyê dikir. [307 uzun_hawar] Ma xerîb kî bû? [308 uzun_hawar] Ne em bûn? [309 uzun_hawar] Ma xerîbiya malkambax nebû qedera me, pêlên hov ên Derya Reş ko bi rastî jî bi rengekî girtî yê xoftijî diçelqiya, tirseke bêpayan nexist dilê me jî? [310 uzun_hawar] Ma bayên seqem ên welatên nenas rûyê me jî nebirî?.. [311 uzun_hawar] Deng li çeperên wext û dewran, tixûbên însan û welatan guhdarî nake, ew hertim xwe bi dengan digihîne. [312 uzun_hawar] Deng rê li dengên din vedike. [313 uzun_hawar] Mîna qendîlê, bi dengekî dengekî din dertê, bilind dibe. [314 uzun_hawar] Lê însan divê dengan bibihîse, dilê xwe ji dengan re veke, heşê xwe bi dengan bineqişîne û ji dengan dengekî nû biafirîne da ko bikaribe bibe dengê jibîrbûyî û nebihîstiyan... [315 uzun_hawar] Dengê nebihîstiyan – an jibîrbûyiyan – dengê birîndaran, dengê Armêya çavreş, dengê Gulîzera zirav, dengê şirîka qedera min Stêrê. [316 uzun_hawar] Estera porzer, Stêra çavşîn, gotinên wê yên birîndar ko mîna kuliyên berfa çiyayê Cûdiyê, yek bi yek ji zimanê wê yê lal derdiketin. [317 uzun_hawar] Û dengê nebihîstî yê bav û kalên min ko min tu carê nedîtin û nenasîn. [318 uzun_hawar] We ez ji Şamê hilgirtim û anîm bajarê umrê min Cizîrê. [319 uzun_hawar] We û xêrxwazên mîna we ko bi hesreta min a ava Dîcleyê û axa siûda min, warê bav û kalan dizanîbû, çêyiyeke mezin bi min kir. [320 uzun_hawar] Piştî umrekî gerok ko bi xaçeriyên fetloke tijî ye, ez dîsan vegeriyame warê ko ez jê derhatim. [321 uzun_hawar] Riya navbera Şam û Cizîrê dirêj bû, zehmetî zahf bûn. [322 uzun_hawar] Lê bawer bikin, li rê, ne êş û jana birînên min ên kûr xema min bû, ne jî zehmetiyên bêhejmar ên rêwîtiya dirêj. [323 uzun_hawar] Her tişt niha li pey ma, ez li vir im, ez ê li vir, li ser axa bav û kalan nefesa xwe ya dawîn bidim û xwe berdim hembêza Melekê Tawis. [324 uzun_hawar] Ez ê li pêlên ava Dîcleyê, li ronahiya tavê, li şewqa heyvê, li çirûsîna stêrê binihêrim û bimirim, bi lorîna dengê ava Dîcleyê, bi strana bayê hûnik ê berbangên Mezopotamyayê. [325 uzun_hawar] Wesiyeta min li we, gava dengê min hate birîn, ne bi tenê dengê ava Dîcleyê, divê dengê dengbêjên nûgihîştî jî bistrê, dengê pîrejinan binehwirîne, dengê kalemêran bibêje. [326 uzun_hawar] Hûn divê min bi dengan bi rê kin. [327 uzun_hawar] Ez ê herim. [328 uzun_hawar] Lê xwezî min bizanibûya ka bav û kalên min li kû veşartî ne, da ko we bedena min a sar li nik wan veşarta. [329 uzun_hawar] Lê ne ez, ne jî hûn pê dizanin. [330 uzun_hawar] Ji lewre hûn divê min li bilindahiyeke qeraxên Dîcleyê veşêrin, an jî li kêleka tirba Nebî Nuh ko bi keştiya xwe li bilindahiyên vê axa Mezopotamyayê venişt û konê xwe li van warên kevnare yên însaniyetê vegirt û ev ax kir welatê me, welatê bav û kalên me. [331 uzun_hawar] Yan jî min li ber lingên Birca Belek ko ji sedan salan û vir ve, tîmsala abadîn a mîr û dotmîran, evîn û evîndaran, deng û dengbêjan, şiîr û şaîran e, veşêrin. [332 uzun_hawar] Hûn bi qîma xwe ne, lê şertekî min her heye; dengê ava Dîcleyê divê ji min û gora min bi dûr nebe. [333 uzun_hawar] Yan jî hûn dikarin weha bikin, bedena min bi mehfûreke neqişandî ya Botanê bipêçin, wê deynin ser kelekekê û pê qehîm girêbidin, dawiyê jî kelekê berdin nav ava Dîcleyê da ko Dîcle min bi xwe re bibe welatên xerîb û warên nenas. [334 uzun_hawar] Ma însan û umrê însên ne mîna dilopeke ava Dîcleyê ye ko di boşahiya avê de winda dibe? [335 uzun_hawar] Ez nizanim ka kê ev nav li min kiriye, lê navê min Biro ye, Biroyê dengbêj, Biroyê dirêj an jî bi qewlê hesûd û xêrnexwazên min ko mîna siya min her li pey min bûn, ji deng û eserên dengê min dihesidiyan û bûn sebeba kuştina Stêrê, Biroyê kor. [336 uzun_hawar] Bila kêfa hesûd, çavnebar û dijminan were, Biro, yanî ez ê herim, lê heke ez bikaribim xewn û xeyalên serpêhatiyên xwe di van şevbuhêrkên me de ko bi agirê qendîlê ronî dibin û bi dengê Dîcleyê olan didin, bibêjim û bibim serî, hingê, tevî her tiştî, min hêvî heye ko dengê Biro, – herweha dengê jibîrbûyiyan – li pey min bimîne. [337 uzun_hawar] Herçî korahiya min e, ji şopa kûr a derba şûrê tûj ko ji enî heta çengê ye, diyar e. [338 uzun_hawar] Li vê qedera min a teres binihêrin, min çavê xwe yê rastê bi derba mirinê vekir û niha jî ew ê bi derba mirinê were girtin. [339 uzun_hawar] Berî niha bi umrekî, gava min çavê xwe vekir, bi tenê çavekî min ronahiya dinyê dît. [340 uzun_hawar] Ronahiya çavê min ê çepê bi derba şûrekî mirinê vemirîbû. [341 uzun_hawar] Umrê min ê beriya derba şûr ko ne zêdeyî çend salan bû û bêguman bi bav, dê, heye ko bira, xweh, nas, xisim bû, hema çi bigire nayê bîra min. [342 uzun_hawar] Ew çend salên umrê min ê beriya şûr di bin siya tarî ya nenasiyê de ye. [343 uzun_hawar] Tevî ko ez carinan xewn û kabûsan dibînim, çu kes bi zelalî nayê bîra min, çu deng kite bi kite xwe bi min nagihîne. [344 uzun_hawar] Di umrê min ê piştî derba şûr de ko destpêka heyateke nû bû, yan jî ez weha bibêjim, ji mirinê veger bû, ne bav û dê, ne jî bira û xweh hebû. [345 uzun_hawar] Bi tenê Biro hebû, zarokekî birîndar, bêkes, sêwî, rûyê wî bi derbeya şûr qelişî û çavekî wî kor. [346 uzun_hawar] Û xerîb. [347 uzun_hawar] Û dilşikestî. [348 uzun_hawar] Û tirsiyayî... [349 uzun_hawar] Min gote we ko dengê bêdengiyê jî heye. [350 uzun_hawar] Niha ez ê dengê xwe bibirim û ez ê li dengê bedengiyê guhdarî bikim. [351 uzun_hawar] Belê, deng, dengê bêdengiyê; [352 uzun_hawar] Deng. [353 uzun_hawar] Hîrîn. [354 uzun_hawar] Hesp. [355 uzun_hawar] Tekbîr, Allah, Allah, Allah. [356 uzun_hawar] Deng, teqîn. [357 uzun_hawar] Qîrîn. [358 uzun_hawar] Qîjîn. [359 uzun_hawar] Agir, gulok, şewat. [360 uzun_hawar] Deng, şîrqîn. [361 uzun_hawar] Şûr. [362 uzun_hawar] Şewq, xwîn. [363 uzun_hawar] Dilop bi dilop. [364 uzun_hawar] Şûr, dudevî. [365 uzun_hawar] Şûr, çirûsîn... [366 uzun_hawar] Û tirs, ji dengê hîrîn, tekbîr, teqîn û şirqînê tirsiyayî... [367 uzun_hawar] Hemû însan, qeder, bûyer, pêwendî û serpêhatiyên ko ez ê ji we re behs bikim, min bi çavekî, bi ronahiya çavê rastê dît û bi çavê xwe yê kor ê çepê jî hîs kir. [368 uzun_hawar] Şûrê ko şekil û şemalê rûyê min guherand, dinya min jî kir du perçe; perçeyê ronî ko didît û perçeyê tarî ko hîs dikir. [369 uzun_hawar] Çavê min ê rastê ko mîna dûrbînekê, bergehên însan, war û mekanan li ber min radixistin, ne bi tenê alîkariya min dikir, herweha wî alîkariya hevalê min Têlî jî ko ji herdu çavan bû, dikir. [370 uzun_hawar] Ez û Têlî, em du kesên girs û dirêj, bi çavekî, diketin pey seyd û nêçîran, di geliyên bêbinî yên bakûrê Girîtê de, em diketin pey bizinên kovî ko ehlê Girîtê jê re digotin krî krî.. Herçî çavê min ê çepê ye, ew dûrbîna bûyerên ko mîna pêlên xezebê yên Derya Spî ko bi ser me de dihatin, bû. [371 uzun_hawar] Ez bi çavê xwe yê kor bi hatina bûyerên ko li rê bûn, dihesiyam. [372 uzun_hawar] Gava bûyerek ê biqewimiya, şopa şûr, birîna kûr jan dikir.. Heyata min a şerpeze û peregende ko ji ronahî û taritiyê hate pê, mîna kelekeke Dîcleyê ko ketibe ber lehiyeke har, di navbera dîtin û hîskirinê de çû û hat. [373 uzun_hawar] Ji lewre gotina min a ko bi ronahî û tarîtiyê hatiye hûnandin, esereke herdu çavan, ê ronî û yê tarî ye, bi gotineke din, esereke dîtin û hîsan, mêjî û dil e. [374 uzun_hawar] Ez êdî westiyam. [375 uzun_hawar] Îşev hewqas. [376 uzun_hawar] Gotina min a îşev heta vê derê, êşa birînê nefesê li min diçikîne, dengê min dibire. [377 uzun_hawar] Niha birînên dest û laşê min derman bikin, taseke av û misteke mewîj deynin ber serê min, lehîfê bikêşin ser min, qendîlê bitefînin û herin. [378 uzun_hawar] Lê beriya wê, ji kerema xwe, wî kevirê boz ê kehrîbar ko sûretê teyrê tawis lê kolandî û neqişandî ye, ji dîwarê ber pencerê deynin û bînin bi stûyê min kin. [379 uzun_hawar] Feqîrekî rîhspî yê yêzidî ew, di feqîrxana xwe de ko li ber Kahniya Spî, li Lalêşê bû, mîna yadîgareke oxirê da min. [380 uzun_hawar] Min jî ew da Stêrê da ko teyrê tawis bibe oxira evîna min û Stêrê. [381 uzun_hawar] Oxir... Ez ê gotinê bînim ser oxirê, lê ne niha. [382 uzun_hawar] Cara dawîn min kevirê teyrê tawis ko tîmsala Melekê Tawis e, li nik mêrkujek, mêrkujê ko bedena nazik a Stêrê kiribû mîna seradê, dît. [383 uzun_hawar] Bi xêra vî kevirê hanê ko ehlê Girîtê jê re dibêjin madalyon, min fahm kir ka mêrkujê Stêrê kî bû. [384 uzun_hawar] Niha wî kevirê min ê pîroz bidin min, da ko teyrê tawis li ser sînga min be û nefesa Stêra min ko ji asimanên min xuricî li nik min be. [385 uzun_hawar] Heye ko Melekê Tawis jî îşev, bi dengê Dîcleyê û ronahiya stêran, were û min, bi baskên xwe, hilde û bibe warê heyv û stêran, warê Stêrê. [386 uzun_hawar] Hingê ez ê tevî teyrê tawis, bikevim ser riya dawîn ko Melekê Tawis ê nîşanî min bide. [387 uzun_hawar] Ka ew roja hanê! [388 uzun_hawar] De herin, lê ji bîr mekin, berî ko hûn derin, qendîlê bitefînin. [389 uzun_hawar] Dengê min yanî dengê Biro ko hûn ê îşev bibihîzin, dengê însanekî jibîrbûyî ye ko di wextê xwe de dengê însanên jibîrbûyî bû. [390 uzun_hawar] We xwest, ez ê jî bibêjim. [391 uzun_hawar] Birînên min îro jî derman bûne, min mewîjên xwe xwarine, ava xwe vexwariye. [392 uzun_hawar] Tasa mewîjê û tasa avê li kêleka min, kevirê min ê spî yê teyrê tawis li stûyê min, tizbiya belek a not û neh libî ya kehrîbarê di destê min de ye. [393 uzun_hawar] Çavekî min girtî, yek vekirî, dilê min bi liyan, merama min niha êdî kelam e. [394 uzun_hawar] De hûn jî, xortên delal, xwediyên dengê zelal, rûnin, cîh û balîfan li ber xwe û pişta xwe rast bikin, dengê xwe bibirin, guhê xwe vekin. [395 uzun_hawar] Êvara welatê keserkûran dadikeve, tariya êvara bêgavan hawîrdor radipêçe. [396 uzun_hawar] Wext, wexta gotinê ye, de qendîlê pêxin û li dengê jibîrbûyiyan guhdarî bikin. [397 uzun_hawar] Ji derve deng tên, dengên têkel ên hingûra helesor a Mezopotamyaya qedîm; gujeguja ava çemê Dîcleyê ko hertim bedew, nazenîn û ciwan e, qebeqeba kewên ko xêrhatinî li êvara nû û şevbuhêrka me ya nû dikin, qurequra beqên ko tevî dengê ava Dîcleyê strana êvarê dibêjin, şihîna hespên ko li hêviya siwarên xwe yên şevê ne, borîna mih û beranên ko bi dengê şivanan derin mexelên xwe, gumîna def û daholên ko dengê dîlanê bi bajarê Cizîrê digihînin û himehima bayê şerqî yê sivik ko dengên êvara Dîcleyê li hawîrdor belav dike. [398 uzun_hawar] Ji hundir jî deng tên, dengên westiyayî û birîndar ên welatê Dîcleya abadîn; tepetepa dile min ê bêterbiye ko hertim zarok e, hertim mîna zarokekî xeşîm li pey dengan e û çu carê terbiye nabe, çîqeçîqa kevirê hesteyê ko fitîla qendîlê pêdixe û rê li şewqa qendîlê û kelamê vedike, reperepa lingan ko haziriya şevbuhêrkê dikin, pisepisa dengên ko li dengên do meraq dikin û dengê pîrejina ko li doraliyê me cîhekî, straneke zîz dinihwirîne û dengê xizîn ê stranê bi me digihîne... [399 uzun_hawar] Dengên derve, dengên hundir, dengên doralî, hemû bi hev re, tişteki ji min re, ji Biroyê dengbêj re dibêjin; xwe bi dengên dewr û dewranên bihurî bigihîne, wan dengan ji wir derbîne, wan vejîne, dengên vê êvara aram bi wan dengan bixemilîne. [400 uzun_hawar] Dengên vê êvara ko li pey rojeke westiyayî, nû, hawîrdor vedigire, min hildigire û dibe nik dengên do; ez li wan, li qeder û heyatên tevlihev ko hew kesek li wan difikire, difikirim. [401 uzun_hawar] Ez, yek ji xwediyê wan dengan bûm, ez bi wan re bûm. [402 uzun_hawar] Ew çûn, ez mam, lê ew hemû, tevî heyat, qeder û tecrubeyên xwe, îro, qulipîne ser dengê min, bûne merivek, bûne dengbêj Biro, yanî ez, yanî însanê bêkêr ko ji bilî dengan ji tiştekî re nabe, ko di wextê xwe de ne dikaribû ew xelas bikirana, ne jî bi wan re biçûya. [403 uzun_hawar] Ewana, însanên serpêhatiyên ecêb ko bi xwe jî, bi qeder û serpêhatiyên xwe mat û şaş diman; ewana, derdê dilê min ê kambax, maneya heyata min a bêrûmet... ew însanên bêgav ên ji hizûr û bextiyariyê dûr, bêdeng, bêzar û bêziman, ketî, birîndar, şikestî, nefîbûyî, şewitî, kuştî û jibîrbûyî. [404 uzun_hawar] Bêgor, bêşîn, bêgoristan. [405 uzun_hawar] Ji axa xwe, ji welatê xwe dûr. [406 uzun_hawar] Ji çemê Dîcleyê, ava wê ya pak dûr. [407 uzun_hawar] Dengên vê êvara sakîn û zelal ko nû hiltê û ji umrê min rojeke din jî dibe, mîna pêtên sor ên êgir li ser dilê min, li ser eniya min, li ber çavê min ê ko dibîne, diçirûsin û bi qîreqîr ji min re dibêjin; dengbêj deng bide, olan bide, bibe dengê wan. [408 uzun_hawar] Êvar tê, mîna her êvarê ev êvar jî bi fen û lîstikên xwe, bi qayide û xwestekên xwe tê. [409 uzun_hawar] Êvar ji min dixwaze ko ez, Biroyê dengbêj, hişyar û serwext bim û dîsan herim nik wan, bibim deng û nefesa wan, bikevim nav dewr û dewranên wan û di nav dewr û dewranên wan de ko bi temamî dewr û dewranên min bûn jî, li gotinan, dengan, pejnan, tevgeran, stran û serpêhatiyan bigerim, bikevim pey şopên hîsên însanî, pey xwestek û hêviyê, keser û xiznê, – da ko dewr û dewranên bihurî, serpêhatiyên min û wan, hemû bi hev re, îro, wextên bihurî bi bîr bînin, wan vejînin û bîr, hîs û zanîneke nû bireşînin ser wexta me ko îro yekcar bi darê zora paşayên osmaniyan dîlketî ye. [410 uzun_hawar] Fen û lîstik, qayide û xwestek, mixabin, ne bi tenê ji bo êvaran, lê li her derî, ji bo her tiştî hene. [411 uzun_hawar] Ji bo heyatê, xwarin û vexwarinê, hezkirin û evînê, şer û pevçûnê, şev û gotinê, dengbêj û guhdaran, min û we. [412 uzun_hawar] Ji bo do, îro û sibê. [413 uzun_hawar] Herçî qayideyên vegotinê ne ko ez ji tecrubeyên xwe dizanim, bi kurtî ev in; gotin divê vegerin wan dewr û dewranên ko vegotin tê de dizê, bikevin nav kûrahiyên wan dewr û dewranan û li wan kûrahiyan cîhaneke nû bînin pê ko hem nêzîkî rastiyê ye hem jî jê dûr e. [414 uzun_hawar] Gotin divê nerm, germ û pak bin, ne gulover û tirtire, ne jî nizm û durû bin. [415 uzun_hawar] Ne bi tenê gotinên xweş û bedew bin, ne jî bi fort û payebilindî pozbilind û jixwerazî bin. [416 uzun_hawar] Gotin divê tesîreke welê bînin pê ko qedera însanên ko vegotin qalê dike, biqulibe ser qedera dengbêj û qedera wan însanan û herçî qedera dengbêj e, ew jî bikaribe biqulibe ser qedera guhdaran. [417 uzun_hawar] Yanî qayideyê ko ez ê carina lê vegerim, ev e; dengbêj, guhdar û însanên ko lehengên vegotinê ne, hemû bi hev re, bibin yek û bi hev re qedereke nû bînin pê. [418 uzun_hawar] Qedereke nû ko bikaribe rê nîşanî we xortên delal, nifşên nûhatî bike, ko hûn bikaribin tê de hem kêfxweşî û mesûdiya însanan bibînin, hem jî derd û kulên wan. [419 uzun_hawar] Heke we dil bi vê yekê heye, hingê bidin pey gotina min ko dê bide pey dewrên bihurî. [420 uzun_hawar] Heke we dil bi qayideyê dengbêj û guhdaran heye, hingê ne bi tenê guhê xwe, dil û mêjiyê xwe jî bidin ser gotina Biroyê dengbêj ko êdî ne bi tenê Biroyê dengbêj e, herweha dengê mîrekî xort ê hêvîdar, şivanekî kalemêr ê zarşêrîn, evîndarekî çeleng ê ziravbihîstiyar, evîndareke dilsoj a siûdxirab, stêreke ciwan a birîndar, alîmekî simbêlqeytan ê bextreş, destbirayekî qelew ê dilsoz, dîndarekî diranşikestî yê zikreş, rastîxwazekî rûtirş ê kîndar, berdevkekî rîhspî yê durû, mîrzayekî bejndirêj û pozberan ê têkçûyî ye... [421 uzun_hawar] Biroyê dengbêj êdî ev hemû ne; şagirtekî jîr ê ders û terbiyan, guhdarekî baş ê gotin û stranan, evîndarekî nexirab ê hîs û pêjnan, şervanekî nebaş ê şer û pevçûnan, dilsozekî derewîn ê mîr, şêx, axa û began, peregendeyekî serserî yê bajar û welatan û di ser van hemûyan re, dawiya dawî, têkçûyiyekî pêncperan ê bêmal, bêwar, bêwelat, bêsewda. [422 uzun_hawar] Ji rûniştin, nihêrîn û nefesa we ya kûr diyar e ko hûn dixwazin, ez gotinê bînim ser bûyer û serpêhatiyan. [423 uzun_hawar] Sebir bikin. [424 uzun_hawar] Herçend gotina bedew û vegotina lihevhatî sebir divê, ewçend guhdarîkirineke biûsil û rêzdar jî sebir divê. [425 uzun_hawar] Gotinên ko niha bi guhê we dikevin, gotinên dengbêjekî kal in. [426 uzun_hawar] Dengbêjekî kal ko êdî gihîştiye rojên xwe yên dawîn û êdî têgihîştiye ko hemû heyat, bi tenê şikesteke xedar e. [427 uzun_hawar] Û gotinên wî, ko li welatê şerqî, li qiraxên Dîcleyê kemilîne, li newalên kûr û li gopikên çiyan bi tava berbanga ronî ya welatê şerqî ronahî dîtine. [428 uzun_hawar] Û ji kêfxweşiya van gotinên kevnare re, ko xwediyên wan hemû, ji bilî min, mirine, îro, vê êvara nûzayî ya zelal û sakîn, payan nîn e, ji ber ko ew dibin gotinên we, dengbêj û hunermendên rojên bê, sermayedarên vejîn û rizgariya gotinan. [429 uzun_hawar] Heke ez gotinê weha geh li vir geh li wir digerînim, ev ne bê sebeb e. [430 uzun_hawar] Ev gotinên ko niha ji lêvên min derdikevin, hemû, ji bo haziriya çûyinê ne, çûyina dewr û dewranên bihurî, peyketina deng û gotinên jibîrbûyî. [431 uzun_hawar] Ez ê niha bidim pey dengê Apê Xelef û gotinên wî yên dewr û dewranên bihurî û herim wê roja pîroz ko Mîr bû mîr. [432 uzun_hawar] De hûn jî bidin pey min. [433 uzun_hawar] Dengê Apê Xelef li gora wext û heyaman, li gora pêwendî û tevgerên wî diguherî. [434 uzun_hawar] Di berbanga sibê de ko dinya nû hişyar dibû, dengê wî bi rengekî bû, di danê êvarê de, ko roj diçû ava, yan jî di nîvê şevê de ko dinyaya westiyayî dikete xewê, bi rengekî din. [435 uzun_hawar] Apê Xelef ko xêrxwazên wî jê re digotin »Xelefê şivan« yan jî »Xelefê zimanşêrîn« û xêrnexwazên wî jî jê re digotin »Xelefê ehmeq« yan jî »Xelefê doxînsist«, bi herkesî re, mîna wan dipeyivî. [436 uzun_hawar] Bi zarokan re mîna zarokekî, bi kalemêrekî re mîna kalemêrekî, bi begekî re mîna begekî û bi şivanekî re mîna şivanekî. [437 uzun_hawar] Heta ez dikarim bibêjim, bi berxekê re mîna berxekê, bi beranekî re jî mîna beranekî. [438 uzun_hawar] Apê Xelef ko bi eslê xwe pêşî êzidî, paşê misilman û şixulê wî jî şivanî bû, bi celebên dengê xwe û bi bilûra xwe ya şeş helqeyî ko jê celebên bêhejmar ên dengan derdihat, dikete her qalibî. [439 uzun_hawar] Ew hem hosteyê dengan bû, hem jî hosteyê lêxistina bilûrê. [440 uzun_hawar] Mîna dengê wî, bilûra wî jî di xizmeta, pêşî însanan û paşê jî heywanan de bû. [441 uzun_hawar] Bi qasî însanan, heywan, nemaze pez jî hevalên heyata wî ya neçar bûn. [442 uzun_hawar] Wî ji zimanê wan, wan jî ji dengê wî û nefesa bilûra wî fahm dikirin. [443 uzun_hawar] Pezên ko hema çi bigire hemû bi destê Apê Xelef dihatin dinyê û pê li erdê dikirin û li ber destê wî mezin dibûn, bi dengekî wî, bi ûsil û dûzan, diçûn çêrê, ser avê, zozanan, mexelên xwe, bêriyê û hevşiyên xwe yên hingorî. [444 uzun_hawar] Em, zarokên Apê Xelef, ez Biroyê sêwî ko li ber destê wî mezin dibûm, Heme ko di umrê min de bû û kurê Apê Xelef bû, Gulîzer ko ji min û Heme bi qasî du salan mezintir û sê tiliyan dirêjtir, lê ne gulî zer, gulî reş û keça Apê Xelef bû, geh bi dengê Apê Xelef geh bi dengê bilûra wî, em ji xewan hişyar dibûn, me dixwar vedixwar, tevgera xwe girêdida û derengê êvaran em diketin nav xewan. [445 uzun_hawar] Herwekî wê roja ko kurdan bi dû re mîna »roja pîroz« bi nav kirin û di heyata min, ya Mîr, ya ehlê Cizîra Botan û ya kurdan de bû qonaxeke nû. [446 uzun_hawar] Wê rojê, berî ko stêrên şeva Dîcleyê bi temamî herin ava û tîrêjên roja nû ya welatê Cizîra Botanê li pey çiyayê Cûdiya serî li esmanan hilwerin, ez bi dengê Apê Xelef hişyar bûm. [447 uzun_hawar] Apê Xelef ko kesî nizanîbû ka kengî dikete xew û kengî ji xewan hişyar dibû, dest bi heyata roja nû kiribû. [448 uzun_hawar] Ew bi gavên sivik, di navbera mezelên malê ko ji sê jûrên biçûk hatibû pê û axura dirêj û tarî ya kêleka malê ko tê de hertim mîh û kavirne nesax ko nikaribûn bidana pey dengê bilûra Apê Xelef û biçûna çêre û berx, berdîr, kahr û gîskin hebûn, diçû û dihat û strana bajarê Cizîrê bi hêdîka dinihwirand; [449 uzun_hawar] Çûme Cizîrê, Cizîra Botan Şalûl û bilbil hev bûne cotan Wele wê rindê dilê min sotan Wele wê kewê dilê min sotan Gotina evinê hevre digotan Xizim winda bûn, lê, lê, lê Ez derime cem mîrê Botan. [450 uzun_hawar] Min bi çavê xwe yê rastê ko dibîne, nedîtibû, lê li gora xêrxwaz û xêrnexwazên Apê Xelef, »rindê û kewên« ko dilê Apê Xelef sotandibûn û wî umrê xwe pê re kiribû cot, li welatê kurdan, zahf bûn. [451 uzun_hawar] Hinan digotin ko Apê Xelef bi kêmanî çar caran zewicîbû û li welatê Amediyê, Hekaran, Amedê û Mukisê, bi qasi keriyê pezên ko Apê Xelef şivanî lê dikir, nebûya jî, ne kêmî keriyekî, zarokên wî hebûn. [452 uzun_hawar] Ne bi tenê pez, nemaze pezê mêşîn, qerqaş, riser û hemdanî ko guhê wan pel e, guh didan dengê nermik ê Apê Xelef û dengê bilind ê bilûra wî, herweha keçên bedew ên bêrîvanan, nemaze yên gerdengaz û lîstikbaz ko heyrana dengên bedew bûn, guh didanê. [453 uzun_hawar] Hûn bi ûsila bêriyê dizanin, danê êvarê, gava pez ji çêrê dihat, berî ko mîh û berxan xwe bigihanda hevûdu, di cîhê bêriyê de, keçên xama yên bêrîvanan, di destên wan de sîtil û elb, bi qesta guhanên mîhan ên tijî şîr, xwe digihandin mîhan. [454 uzun_hawar] Li gora gotinan, wexta ko Apê Xelef di nav wextên rojê de herî zêde jê hez dikir, wexta bêriyê ko di danê êvaran de dinya diqulipand ser dîlanê, bû. [455 uzun_hawar] Hingê dengê wî xweştir, bilûra wî geştir, kela wî germtir bû. [456 uzun_hawar] Gotin û pistepistan weha digot; piştî ko Apê Xelef bi dengê xwe yê nermik pezên ko bi hesreta berxan sotî bûn, aş û dilê bêrîvanên çav li henek û lîstikê nerm dikir, hingê, gava wî keys didît, di cîhekî xewle de, bi qesta alîkariyê, li nik bêrîvana herî lîstikxwaz çog datanî erdê û dest davêt guhanên bêrîvana ko bi guhanên mîhekê mijûl bû. [457 uzun_hawar] Heke bêrîvana ko şîr didot, dengê xwe nekira û dest ji guhanên mîh berneda, hingê Apê Xelef jî dest ji guhanên bêrîvanê bernedida û ew didotin. [458 uzun_hawar] Apê Xelef gav bi gav, her danê êvarê, şixulê xwe bi pêş de dibir û serê her gavê hunereke nû nîşanî bêrîvana guhanfirkiyayî dida. [459 uzun_hawar] Çaxa şixul bi ser diket û bêrîvana xama, bi temamî, mîna pezên Apê Xelef, dibû heyrana deng, bilûr û tevgera destên wî ko ne bi tenê hosteyên lêxistina bilûrê, lê herweha firkandina memikan bûn jî, hingê Apê Xelef, dîsan di wexteke çê de, bêrîvan xewle dikir û hunereke nû ji hunerên xwe yên bêhejmar nîşanî wê dida; doxîna şalên xwe ko hertim sist bû, vedikir û berî ko bêrî xelas bibe û tava hêlesor a danê êvarê here ava, tiştekî xwe yê din ko li gora gotinên xêrnexwazan, mîna lingê wî yê sisiyan bû, nîşanî bêrîvana dilnerm dida. [460 uzun_hawar] Devê xelkê ne doxîna Apê Xelef bû ko însan bikaribûya sist bikira yan jî bişidanda. [461 uzun_hawar] Xelk dipeyivî û digot ko hunerên Apê Xelef zahf bûn, destekî wî li ser peleguhê wî, destekî jî li ser doxînê, ew gav bi gav li welatê kurdan digeriya û hem digot hem jî tovê xwe direşand. [462 uzun_hawar] Piştî ko tov hêşîn dihatin, dibûn zarok û zarok jî mezin dibûn, tevî bêrîvana ko êdî bûbû dayikeke guhançilmisî, bi qîrevîrê, nefes lê diçikandin, hingê Apê Xelef nîvê şevan, doxîna xwe dişidand, bilûr û gopalê xwe digirt, bi dizîka, pişta xwe dida warê tovê û berê xwe dida warên nû yên bi bereket ko tijî bêrîvan bûn. [463 uzun_hawar] Ev hemû riwayet bûn ko me carina dibihîstin, çiqas rast, çiqas derew, kesî pê nizanîbû. [464 uzun_hawar] Gava min êdî bîr bi çerxa dinyayê bir, hingê Apê Xelef kalekî jar, diranketî, porweşiyayî, lingekî wî kulek, rîh û simbêlên wî zerbûyî û xûzikderketî bû. [465 uzun_hawar] Gerçî wî hê jî destê xwe yê rastê çu carê ji ser doxîna xwe ranedikir û bêyî ko haya wî jê hebe, hertim destê xwe dibir ser gunikên xwe yên êdî qermiçî û ew bi kêfxweşî difirkand, lê hingê li dora me, ji bilî Gulîzera ko bi qasî heyşt, neh salan bû, çu jin, keç, bêrîvan û evîndareke xama ya dilnerm nîn bû, ko wî jê re stran bigota û memik û hêtên wê bifirkanda. [466 uzun_hawar] Tevî ko wî navên me tevlîhev dikir û carina bi hin navên din ko me nebihîstibûn, bang li me dikir, ji bilî me hersiyan çu zarok jî nîn bûn. [467 uzun_hawar] Û wî hew dev ji welatê Cizîrê berdida û diçû deverên din, bêguman heke em stranên wî nehesibînin, ji ber ko ew hertim, bi dengê stran û çîrokên xwe, diçû deverên din ên welêt. [468 uzun_hawar] Bi tenê em hersê zarok hebûn, du zarokên sêwî û zarokekî hem sêwî hem êtim. [469 uzun_hawar] Diya Heme û Gulîzerê ko navê wê yê eslî jî Bêrîvan bû, wefat kiribû. [470 uzun_hawar] Dîsan li gora gotinan, çend roj bi dû bûyina Heme re, Apê Xelefê doxînsist ko hertim di nav mîz, rêx û zibilên pêz de bû, lingê xwe yê sisiyan xurandibû û ketibû hembêza dayika reben a birîndar û bûbû sebeba mirina wê. [471 uzun_hawar] Gulîzera ko êdî di wî umrê xwe yê kicik de bûbû hek û dayikek, diya xwe dîtibû, lê Heme, mîna min, bêyî ko carekê ronahiya rûgeş a dayikekê bibîne, mezin dibû. [472 uzun_hawar] Ziman bêhestî bûn û qala »rindê û kewên« Apê Xelef dikirin. [473 uzun_hawar] Ji lewre mebesta Apê Xelef bi »wê rindê« û bi »wê kewa dilsotî«, çi bû û wî çêla kîjanê dikir, kîjan hatibû bîra wî, min ji dengê wî yê wê berbangê dernexist. [474 uzun_hawar] Gelo wî çêla dayika Heme dikir? [475 uzun_hawar] Yan bêrîvaneke din ko ji bîra wî nediçû? [476 uzun_hawar] Min nizanîbû, lê belê min bi tiştekî dizanibû; her çaxa ko Apê Xelef strana Cizîrê bigota, hingê bûyereke girîng diqewimî. [477 uzun_hawar] Mîna dengê wî, stranên Apê Xelef jî li gora dewr û dewranan bûn. [478 uzun_hawar] Wî her stranê li her derî û her wextê nedigot. [479 uzun_hawar] Her stran xwedî cîhekî diyar û wextekî misoger bû. [480 uzun_hawar] Min, Heme û Gulîzerê bi gelek stranên Apê Xelef dizanîbûn. [481 uzun_hawar] Gava wî stranek digot, me jê derdixist ka wî bi çi mebesta ew digot. [482 uzun_hawar] Mebesta strana wê sibê ya Cizîrê, roja nû ya biharê bû, ko hê bi tîrên çîkî sor dinya venegirtibû û li ser çemê Dîcleyê leylan nedabû. [483 uzun_hawar] Gava min çavê xwe vekir û li Heme ko li aliyê din ê jûrê, bi nefeseke kûr, dinivist û lehîfa hirî ya belek ji ser xwe ve avêtibû, nihêrî, hingê bi tenê rêzeke stranê li ber guhê min ket; ez derime cem mîrê Botan... Tevî ko hê xew li ser çavê min bû, ez li rêzê fikirîm. [484 uzun_hawar] Bi gumana min, Apê Xelef ko bi deng û gotinên xwe hem xelkê hêrs dikir hem dida kenandin, hem qirf û henekan vediguhezand guhdaran hem jî ders û tecrubeyan, hem pez dibirin ser avê hem bêrîvan dibirin cîhên xewle, dîsan, mîna her carê, bi gotinên stranê lîstibû. [485 uzun_hawar] Ji ber ko »ez derime« di strana Cizîrê de nîn bûn, bi tenê »mîrê Botan« hebû. [486 uzun_hawar] Çima Apê Xelef »ez derime« lê zêde kiribû? [487 uzun_hawar] Sebeb diyar bû, ji ber ko ew roj, rojeke xas bû. [488 uzun_hawar] Bi saya gotinên lêzêdekirî yên strana bicoş a Apê Xelef, hate bîra min ko wê rojê Mîr ê bihata ser hukim û bibûya mîr. [489 uzun_hawar] Heke heşê min ê kal niha min nexapîne, hingê umrê min li dora şeş, heftan bû û ew roj jî ne bi tenê roja destpêka hukimdariya Mîr, lê herweha roja Newrozê bû. [490 uzun_hawar] Min xwe da hev û ez ji nav cîhan derketim. [491 uzun_hawar] Hemeyê fisgenî ko bi tir û fisên xwe hewayê mezelê me yê biçûk herimandibû, bi fisefis li ser doşega hirî ya nerm diniviya. [492 uzun_hawar] Ez bi gavên sivik ber bi pencerê çûm da ko wê vekim û tir û fisên Heme bi hewaya paqij ê çemê Dîcleyê ji xwe bi dûr xînim. [493 uzun_hawar] Lê berî ko ez pencerê vekim û li çemê Dîcleyê ko hinekî ji pencerê bi dûr li ber min, mîna marekî fetloke çîv dida, binihêrim, min li pêşiya xwe, li derpiyê xwe yê spî nihêrî. [494 uzun_hawar] Li pêşiya derpiyê min konekî biçûk hatibû vegirtin. [495 uzun_hawar] Teresê hacetê min ko hingê min û Gulîzerê jê re digot »bilo« mîna lingê sêyemîn ê Apê Xelef serî rakiribû. [496 uzun_hawar] Min şeqamek avêtiyê û jê re got, teres, ma tu bûyî lingê sisiyan ê Apê Xelef ko tu weha, biwext-bêwext, derpiyê min diqulipînî ser konekî spî yê koçeran? [497 uzun_hawar] Ma te çu fedî û ar nîn e? [498 uzun_hawar] Heye ko min hingê welê, mîna însanekî mezin ev gotin negotin û erzê biloyê reben neşikand, kitekit nayên bîra min, lê gava însan hertim tiştine balkêş dibihîse û li wan difikire, bivê nevê, ew hem tên heşê însên hem xewnên wî û hem jî tên ser lêvên wî. [499 uzun_hawar] Piştî şeqamê min pencere vekir û hewa derve ko ji hewaya hundir a genî ko ji hûr û pizûrên xetimî yên Hemeyê gemarî derdihat, gelekî cihê bû, kêşand hundirê xwe. [500 uzun_hawar] Bayekî sivik ê şerqî rûyê min ko bi birîna şûrê sor bûbû du bir, birî. [501 uzun_hawar] Ro hê hilnehatibû, lê sorahiya tîrêjên royê li pey Cûdiyê û çiyayên din ko li dûrahiyên çemê Dîcleyê dixuyan, rengekî nû didan hawîrdor. [502 uzun_hawar] Niha tevî dengê strana Apê Xelef, dengên nû yên tebiyeta ko kirasê xewê ji ser xwe davêt, dikete ber guhê min; dengê sivik ê ba, nefesa axa biharê ko zik lê qelişîbû û hêşinahiyeke bor jê dihate der, deng û pêjnên çem û çiyayên dûr ko hîs û hestê azadiyê digîhandin min, dengê çiqil û pelên darên bî û spîndaran ko bi bayê sibê diliviyan û pêjna giyayên kesk ê tarî ko bi dilopên xunava ko ketibû erdê, dibiriqîn. [503 uzun_hawar] Ava çêm, hinekî xwarî min, bi rengekî ronî yê paqij, bi hêdîka, diherikî. [504 uzun_hawar] Li milê din ê çêm celeb bi celeb xanî, qesr, qonax û xan, bi rengên xwe yên reş û spî dixuyan. [505 uzun_hawar] Li pey wan jî çiyayên bilind ko serê wan bi mij û xumameke tenik hê jî hinekî tarî bû û sînga wan bi darên gwîz, zeytûn, bî, spîndar û tûyan hêşîn dikirin. [506 uzun_hawar] Ev bergeha hanê ko Yezdanê dilovan li ber çave min ê sax, bi comerdî radixist, li roja nû ya pîroz dihat. [507 uzun_hawar] Şefeq, rengên teze û jîndar ên roja nû, bîhna giya û kulîlkên hawîrdor ez sermest kirim. [508 uzun_hawar] Bergeha ko dê bi dû re bibûya kahniya keder, hizîn, hesret û hêviya min û bibûya hevalbenda serpêhatiyên min, wê berbangê, li wir, li ber çavê min bû. [509 uzun_hawar] Mîna ko ez xwe bispêrim tebiyeta welatê çemê Dîcleyê, min çavê xwe girt û serê xwe ko ji bîhna tir û fisên Heme gêj bûbû, ji pencerê derxist, dirêjî derve kir da ko dengan bêtir bibihîsim û hewaya paqij bêtir tenefus bikim. [510 uzun_hawar] Deng, pêjn û hîsên roja nû quweteke nû dan mêjiyê min ê zarok û min xwe zînde û bextiyar hîs kir. [511 uzun_hawar] Her cara ko ez xwe zînde û bextiyar hîs dikim, di heşê min de sed fikir û ramanên ecêb, balkêş derin û tên. [512 uzun_hawar] Hingê jî welê bû, bi best û hestekî mezin min dil kir ko ez bibime ba, bibime dengê bê da ko ez xwe bi hemû dengên tebiyetê bigihînim û dengê xwe û dengê wan bikime yek. [513 uzun_hawar] Hê welê ez bi best û hestên xurt jixweveçûyî ketibûm nav gumanan, ji aliyê mezêl dengek hat. [514 uzun_hawar] Bêşik dengê Heme, dengê tir û fisên wî bû. [515 uzun_hawar] Tireke dirêj bi çend dengan ko ne kêmî dengê topên osmaniyan bûn, jê diçû. [516 uzun_hawar] Min ê çi bikira? [517 uzun_hawar] Bêyî ko ez wî fistûjê segê segan ji xew hişyar bikim, nifir û çêr li ser lêvên min, ez ji mezelê derketim. [518 uzun_hawar] Apê Xelef, serşivanê şivanên hemû welatê Cizîra Botan, li wir, li ser doşegekê rûniştî, pişta wî ya hinekî xûzikî bi min, strana wî li ser zimên, nanê sêlê yê hişk hûr dikir û direşand nav tawika xwe ya fireh. [519 uzun_hawar] Mezela me li milekî mezela Apê Xelef bû. [520 uzun_hawar] Mezela Gulîzerê ko hem mezel hem mitbax bû, li milê din bû. [521 uzun_hawar] Ew herdu mil li mezelê Apê Xelef ko tê de ji bilî du mehfûrên dirêj, coteke doşekên hirî, çend bahlîf, du lehîf, tasa avê, misînê avdestê çu tekbêrên malê nîn bûn, digîhan hev. [522 uzun_hawar] Apê Xelef beriya me hemûyan hişyar dibû, paşê Gulîzer, paşê ez û piştî min jî Fistûj. [523 uzun_hawar] Apê Xelef ko welê dixuya çûbû axurê, mîh dotibû, tawika xwe tijî şîr kiribû, bi dengekî nizm digot; [524 uzun_hawar] Çûme Cizîrê lê, lê, lê, lê Lê, lê, lê, lê Ax Cizîra Botan... [525 uzun_hawar] Ez, Biroyê Sêwî ko li ber destê Apê Xelef mezin û bi dengê wî terbiye dibûm, min jî beşdarî li dengê wî kir û bi dengê xwe yê zirav bersîv dayê; [526 uzun_hawar] Çûme Cizîrê, Cizîr wî alî Keçikên Hebîbiyan werine vî alî Keçikên Mêrdîniyan herine wî alî [527 uzun_hawar] Gava Apê Xelef dengê min bihîst, tavilê ew zivirî, rabû ser piyan, kenekî germ li ser rû, bi gavên govendê û bi lingê kulek, hate nik min, ez hembêz kirim û bêyî çu gotinê, stran domand; [528 uzun_hawar] Ji kerba delalê lê, lê, lê, lê Ketime vî halî, vî halî, vî halî... [529 uzun_hawar] Wî gotin dîsan anîbû ser delaliyan. [530 uzun_hawar] Bi qasî çendekê welê yek ji wî, yek ji min, me li ber hev got, heta Gulîzer, di destan de sîniyekê, hate hundir, nik me. [531 uzun_hawar] Me dil hebû dev ji stranê berda, lê Gulîzera ko meşa wê mîna govendekê bû û ji deng û govendê gelekî hez dikir, tavilê, sînî danî erdê û dest bi lîstikê kir. [532 uzun_hawar] Govend jî li stranê zêde bûbû; roja Newrozê, roja hukimdariya Mîr hingê, di destpêka roja nû de, li nik me, mala Apê Xelef, dest pê kiribû. [533 uzun_hawar] Fistûj jî ji dengan hişyar bû û hat, tevî me bû. [534 uzun_hawar] Ez bawer im, we ji niha ve bîr bi hal û hewalê mala me biriye; mala me, heke ne mala tiredînan bûya jî, ne mala b’aqilan bû. [535 uzun_hawar] Bi qasî demekê, heta Apê Xelef derkeve û here, welê li ser lingan, bi gotin, stran û dîlanê, me roja nû, Newroza qedîm, hukimdariya qehîm, bi ûsil û awaza xwe, pîroz kir. [536 uzun_hawar] Piştî ko Apê Xelef nan û şîrê xwe li ser lingan, bi kevçiyê darîn xwar, wî doxîna xwe şidand, şal û şepikên xwe dan hev, gopalê xwe ko li ber devê derî bû, xiste destê xwe û ji derî derket û çû. [537 uzun_hawar] Lê berî ko ew ji derî derkeve, li me vegeriya û gote, zarokno, cil û bergên xwe yên paqij li xwe bikin, xwe bidin hev û herin mala Mam Sefo. [538 uzun_hawar] Mam Sefo û malbata wî, ji bo taştêyan, li hêviya we ne. [539 uzun_hawar] Ez ê jî kerî teslîmî şivanan bikim û bêm mala Mam Sefo. [540 uzun_hawar] Dengê çemê Dîcleyê herî xweş ji mala Mam Sefo dihate bihîstin, bêguman heke em Birca Belek nehesibînin. [541 uzun_hawar] Mala Mam Sefo ko ji xaniyekî bêtir bi qesrekê dişibiya, li ber devê çêm bû. [542 uzun_hawar] Avahî, tevî mezel, meclîs, dîwanxane, kitabxane, mitbax, jûrên bêhejmar, şaneşîn, hewş û eywanên fireh mîna yek ji qesrên Harûn Reşîdê Bexdayê, bi spehî û bedewî, dirêjî avê dikir. [543 uzun_hawar] Xanî bi du qatan û bi kevirên reş ên ferişandî hatibû lêkirin, lê ew dirêj, bi qasî ko çav didît, dirêj bû. [544 uzun_hawar] Ez bawer im, avahiya herî dirêj ko min di heyata xwe de dîtiye, mala Mam Sefo bû, heke însan qonaxa Mîr û yên osmaniyan nehesibîne. [545 uzun_hawar] Mal ji çend milan hatibû pê, milê mezelên razanê, milê civat û meclîsê, milê şixul, ders û îlmê, milê qewraş û berdestan û milê mezelên mêvanan, nêçîrê, xwarin, vexwarin, şuştin û lîstika me zaruwan. [546 uzun_hawar] Hema çi bigire her roj, danê êvaran, çaxa Mam Sefo li dîwana Mîr, xanima wî ko navê wê Senemxan bû, di nav cîhan de bû, em, ez, Gulîzer û Heme, diçûn mala Mam Sefo da ko tevî hevalên xwe, zarokên Mam Sefo, Migo û Armê bilîzin. [547 uzun_hawar] Bi tenê du milên malê ko li qata jêr bûn, ji bo me vekirî bûn, milên mitbax û berdestan. [548 uzun_hawar] Û hewşa malê ko ne li aliyê çêm, lê li aliyê din ê xênî bû. [549 uzun_hawar] Milên din ko piraniya wan li qata jorê bûn, li me qedexe bûn. [550 uzun_hawar] Jixwe gava Mam ko hertim bi şixulekî girîng ê mîrekiyê mijûl bû, li malê bûya, diviya herkes gelekî bêdeng û bisemt bûya. [551 uzun_hawar] Mam Sefo û malbata wî ermenên Cizîra Botanê bûn, ko ji bav û kalan di xizmeta mîrekiyê de bûn. [552 uzun_hawar] Navê Mam Sefo, Stephan Manolgiyan, navê Migo, Migirdîç û Armê jî Armenuhî bû. [553 uzun_hawar] Navê xanimê jî, jixwe, me gote. [554 uzun_hawar] Lê me, ehlê Cizîra Botanê ko ji kurtkirina navan hez dikir, mîna hemû navan, navê wan jî kurtir kiribû. [555 uzun_hawar] Heye ko ez şaş im, lê bi qasî ko ez dizanim û min dîtiye, însanê herî têgihîştî û zana yê hemû welatê Cizîra Botanê Mam Sefo bû. [556 uzun_hawar] Ji zimanê ermenî, kurdî, osmanî, farisî û erebî pê ve, wî bi zimanê îtalî, fransewî, îngilîzî û hinekî jî bi yê yewnanî û latînî dizanîbû. [557 uzun_hawar] Wî dunya dîtibû, war û welat geriyabû, li Stenbol, Venedîg û Parîsê xwendibû, îlmên cihê, tevî kitabên miqedes ên cihû, file û misilmanan, xetim kiribû, hal û hewalê gerandina karên dewletê, birêvebirina pêwendiyên aborî û biserxistina hunera şer û aştiyê, bi hostehî, hîn bûbû. [558 uzun_hawar] Wî dewlet, saray û sultanên osmanî ko hertim di nav dek û dolabên veşartî yên vegirtin û kavilkirinê de bûn, baş dinasî. [559 uzun_hawar] Mam Sefo ne bi tenê osmanî, lê padîşahên farisî ko bi pozbilindî, derew û bêbextiya xwe nas bûn, eşîr, serekeşîr û şêxên ereban ko hertim di nav xirecireke vala û pûç de bûn û mîr û mîrekiyên din ên kurdan ko nikaribûn dost û dijminan ji hev veqetandina û dijminê dostên xwe, ji ber hesûdî û neyariya mîr û mîrekiyên cîran, dostên dijminê xwe, yanî dostên dewletên desthilat bûn, ji heft bavan û vir ve, yek bi yek, nav bi nav, kite bi kite, dinasî. [560 uzun_hawar] Ew hem dostekî dilsoz ê mîrên Cizîra Botan û xelkê kurd bû, hem jî dostekî yekta yê ehlên din, ermen, asûr, suryan, keldan, nastûr, yaqûbî, cihû, elewî, yêzidî ko di nav me de diheyat û hertim bi êrîşên xedar ên desthilatên cîran dihatin qirkirin. [561 uzun_hawar] Nav û dengê wî li hemû welatê osmanî û rojhilat belav bûbû. [562 uzun_hawar] Mîrên din ên kurdan, bi kesereke kûr, digotin; dewsa ordiyeke bi sed hezar neferî, xwezî şêwirmendekî me yê mîna Sefo hebûya... [563 uzun_hawar] Lê Mam Sefo şêwirmendê mîrekiya Cizîra Botan ko bi erdê xwe yê fireh, bi mizgeft, dersxane, medresên xwe yên navdar û bi xan, bazar û karxanên xwe yên mezin, yek ji mîrekiyên herî girîng ên kurdan bû. [564 uzun_hawar] Ew mîna bav û kalê xwe alîgirê mîrên botî ko ji wan re, ezîzî dihate gotin, bû. [565 uzun_hawar] Mam Sefo ko riya heyata min da ser vê xeta ko gihîştiye îro, zanayekî bêpayan bû, ko bi bîhnfirehî dida pey kitekitên bûyer, pêwendî, fikir û tecruban; bi hest û xurtî dikete nav şixulên çareserkirina gelşên siyasî, dînî û civakî; bi hez û coş heş, ruh û dilê xwe ji huner, edebiyat, zanîn û musîkê re vedikir û bi heyecana zarokekî dikete nav dewr û dewranên bihurî yên destan, rîwayet û çîrokan. [566 uzun_hawar] Mam Sefo, yekî girsî qalind, xanima wî Senemxan jî bervajiyê wî, yeka jarî zirav bû. [567 uzun_hawar] Li gora gotinan, ko mîna Apê Xelef, xêrxwaz û xêrnexwazên Mam Sefo jî gelek bûn, gava Mam Sefo ji welatên xerîbiyê vegeriyabû, hingê xanimeke îtalî ji Stenbolê pê re bû. [568 uzun_hawar] Xanima Mam Sefo ya şox û şeng û bi bal û endam ko di demeke kurt de, bi bedewî, kîbarî, kêf û henekên xwe deng dabû, hînî heyata welatê Botan nebûbû û vegeriyabû bajarê xwe yê bav û kalan Stenbolê. [569 uzun_hawar] Bi dû vegera xanima îtalî re Mam Sefo ko hingê jî zanayê qesra mîrekiyê bû, Senemxanê ko keça patrîkê dêra ermenan ya welatê Wanê bû, anîbû. [570 uzun_hawar] Me zarokan ne Mam Sefo ko hertim li civat, meclîs, dîwan, nêçîr an jî li seferan bû, didît, ne jî xanima wî ko hertim nexweş, merezî û bêhal bû. [571 uzun_hawar] Carina Senemxan, mîna siyeke tenik ko însan hebûn û nebûna wê baş seh nake, ji qata jorê dadiket mitbaxê, tiştin ji qewraşan re digot û dîsan winda dibû. [572 uzun_hawar] Migo ko di umrê Gulîzerê û bi qasî bihustekê ji min û Heme firehtir, Armê ko di umrê me de û bi qasî bihustekê ji me jartir bû, dayika xwe zêde nedidîtin. [573 uzun_hawar] Nexweşiyên Senemxanê çi bûn, me ew jî nizanîbûn. [574 uzun_hawar] Lê ew mîna xeyaletekê her li qata jorê, di nav cîhan de bû. [575 uzun_hawar] Li malê, ji bilî keya, seyid, şivan, gavan û xulaman ko hertim dihatin û diçûn, bi qasî pênc, şeş keç û jinên berdest hebûn. [576 uzun_hawar] Di nav malê de hertim tevgereke boş, çûyin û hatineke geş hebû; ji bixêriyan hertim dû radibû, beroş li ser êgir, sînî û teyfik li ser refan hazir bûn, bi telîsan sewze û fêkî dihatin, berx, mî, mirîşk, werdek serjê dibûn, bi teştan hevîr dihate strandin, bi sîniyan nan dipijandin, şîr eyvan dibû, rûn û nivîşk ter dibûn, penêr dihelî, cil û berg, firax û teyfik û tiştên din ên malê dihatine şûştin, xalîçe û mehfûr paqijkirin, mezel, hewş, eywan, şaneşîn maliştin. [577 uzun_hawar] Xwarin, vexwarin, çerez, şîrînahî û zexîreyên zivistanê ji havînê de hazir dibûn û diketin nav tûr û kûpên zerzemîna malê. [578 uzun_hawar] Herweha ji şîrê pezên Mam Sefo ko bi qasî sedî bûn û Apê Xelef, tevî pezên Mîr û yên sereskerê Mîr, dibirin çêrê, her celeb xwarin û vexwarinên şîr, firo, mast, to, dew, nivîşk, rûn, penîr, sal donzdeh meh, çêdibûn. [579 uzun_hawar] Gava em, ez, Gulîzer û Heme, wê roja Newrozê gihîştin mala Mam Sefo êdî ro li taştêyan bû. [580 uzun_hawar] Ji ber xirecira Gulîzer û Heme em dereng mabûn. [581 uzun_hawar] Apê Xelef ko hertim weha gotineke tewş digot û rûyê xwe badida diçû, dîsan bi gotina xwe xirecirekê xistibû malê û çûbû. [582 uzun_hawar] Cil û bergên xwe yên paqij li xwe bikin, wî gotibû. [583 uzun_hawar] Cil û bergên paqij ko gotina wan hêsan, peydakirina wan zehmet, li kû bûn? [584 uzun_hawar] Hemeyê ko bi tir û fisên xwe em gêj kiribûn, îcar jî, bi xirecira xwe ya cilên paqij em gêj kirin. [585 uzun_hawar] Gulîzera reben ê ew ji kû peyda bikirana! [586 uzun_hawar] Ne cil û bergên me yên paqij û ne jî yên nepaqij hebûn. [587 uzun_hawar] Cil û berg bi tenê yek bûn, yên li me ko êdî riziyayî bûn. [588 uzun_hawar] Cotek derpiyên bideling ko hertim bi çilkên mîzê û lekeyên tahretê pêşî û paşiya wan zer dikirin, cotek şal ko ajnoyên wan êdî spî dikirin, kirasekî tenik î spî û şepikekî sor î tarî ko êdî tayên wan ji hev diçûn... Kincên me, hemû ev bûn. [589 uzun_hawar] Gava Gulîzerê ew, di rojên cilşo yên mala Mam Sefo de, ji bo şûştinê, dibirin çêm, nik qewraşên mala mezin, min û Heme kulavên sor ên Apê Xelef ên şivaniyê li xwe dipêçan û diketin nav xeyalên rojên bê yên bi cil û bergên zêde. [590 uzun_hawar] Û wê rojê Heme diqîriya ser Gulîzerê û digot, min cil û bergên nû û paqij divên! [591 uzun_hawar] Bavo jî ewaha gote me! [592 uzun_hawar] Newroz e, pîroz e, cilên nû gerek e! [593 uzun_hawar] Axir, piştî xirecireke çendekê ko em hersê jî jê bêzar bûn û westiyan, cil û bergên me yên heyî li me, me da rê û em çûn mala Mam. [594 uzun_hawar] Ji ber bextê me yê çê, sifre hê li erdê bû, ji mitbaxê bîhna nanê sêlê yê nûpijandî û şorbenîskê difûrî, li ser sêniyan her texlîd penîr, penîrê ter, pûngê, sîrikê, helandî, şoravkê, rîsî û texlîdên nivîşk, mast, dims û hungivê hebûn. [595 uzun_hawar] Migo û Armê ko ji sifrê rabûbûn, bi bihîstina hatina me, cil û bergên wan ên nû li wan, rûyê wan geş, vegeriyan mezelê xwarinê ko li kêleka mitbaxê bû. [596 uzun_hawar] Rûgeşî û germahiya wan tavilê veguziya dilê me jî û bîhntengiya ko Fistûjê rûtirş anîbû pê, bi carekê winda bû. [597 uzun_hawar] Min dest bi stranekê ko min di cîh de, bi gotinên xwe yên xeşîm, li hev anîbû, kir. [598 uzun_hawar] Newroz e, Newroz e Xweş roj e, pîroz e Dinya geş e, bihar e Dilê min germ e, dîlan e... [599 uzun_hawar] Ji bilî Heme, herkesê ko li wir bû, li çepikan xistin û em rûniştin ser sifrê. [600 uzun_hawar] Armê ko gelekî bi dayika xwe ya esmer dişibiya û mîna skeletekî jar û zirav bû, li nik min rûnişt. [601 uzun_hawar] Ew jî hevala min a lîstikan bû û mîna Gulîzerê wê jî di lîstikên me de »bilo« dîtibû û jê re, mîna Gulîzerê, digot »bilo.« [602 uzun_hawar] De zûke, bixwe, em herin bilîzin, wê got û tasika hungiva zer î zêrîn a welatê Hekaran anî ber min. [603 uzun_hawar] Min ajnoyeke xwe danî erdê, dirêjî sifrê bûm, tiliya xwe xiste nav tasikê û tiliyeke hungiva şêrîn a ron bir devê xwe û gotê; îro Newroz e, em ê, herkes, hemû bi hev re bilîzin. [604 uzun_hawar] Mayrîg zahf nexweş e, wê got, Mayrîg dixwaze, em herine balê. [605 uzun_hawar] Hayrîg li kû ye? [606 uzun_hawar] Min jê pirsî. [607 uzun_hawar] Bi xêra çûyin, hatin û lîstikên me, ez gotinine ermenî hîn bûbûm. [608 uzun_hawar] Armê çêl li dayika xwe, min jî, bi henekî, li bavê wê dikir. [609 uzun_hawar] Hayrîg li kitabxanê ye, wê li min vegerand, tiştekî dinivîse. [610 uzun_hawar] Piştî ko me zikê xwe têr tepisand, tevî du qewraşên malê, em hilkişiyan qata jorê, mezelê Mayrîgê ko tê de têkber ne zede bûn û jê bîhneke mîna bîhna misk û emberê difûriya. [611 uzun_hawar] Senemxana zerbûyî li ser textekî razanê yê teng, di nav nivînên paqij ên çîkî spî de bû. [612 uzun_hawar] Gava çavê wê bi me ket, kenekî diyar li ser rûyê wê yê gelekî zirav diyar bû û wê xwe hinekî da hev, bi alîkariya qewraşekê, balîfên pişta xwe rast kirin û qama xwe bilind kir. [613 uzun_hawar] Kirasekî şevê yê spî û neqişkirî lê, xaçeke stûr a zêrîn jî bi stûyê wê ve bû. [614 uzun_hawar] Li ber serê wê maseyeke dirêj ko resmekî nûranî yê Mesîh, zengilekî kiçik ê hesinî, kitabeke reş a cîldkirî, tasek û teyfikeke kûr lê bûn, hebû. [615 uzun_hawar] Li hember me jî pencereyeke hinekî vekirî ber bi çemê Dîcleyê hebû. [616 uzun_hawar] Dengê ava Dîcleyê mîna straneke xweş û nerm a Newrozê bi guhê me diket û ronahiya ko ji pencerê dirêjî hundir dikir, heta nik me, ber derî dihat. [617 uzun_hawar] Oda spî di nav gewheriyeke berbanga wê roja girîng de bû. [618 uzun_hawar] Wê herdu destên xwe vekirin û bang me kir; werin gidîkên min, werin... [619 uzun_hawar] Gidîk, berxik bû, em berxên wê ko di yarî û lîstikan de hîç ne mîna berxikan bûn, ber bi wê çûn. [620 uzun_hawar] Armê bi hedîka xwe avête hembêza wê. [621 uzun_hawar] Bi qasî çendekê wê tiliyên xwe yên zirav di nav porê Armê de gerandin, geh li me, geh li Armê nihêrî û bi zimanê xwe duayek xwend; hayr, vortî, hokîn sûrp, astvadz... Du rondik ji çavên wê ber bi jêr bûn, lê tevî rondikan, ken li ser rûyê wê bû. [622 uzun_hawar] Cejna we pîroz be, wê bi kurdî, bi dengekî gelekî sext got û bi ermenî domand, park dîroç, park dîroç... [623 uzun_hawar] Em yek bi yek, bêyî ko çu dengî derxînin, bi edeb, ko di esasê xwe de ne şixulê me bû, çûn destên wê. [624 uzun_hawar] Çaxa dor hate min, wê bi kêfxweşî gote, dixa were, dixa were. [625 uzun_hawar] Lê gava ez çûm destên wê yên qermiçî û zirav û wê jî dil kir eniya min ramûse, wê madê xwe tirş kir. [626 uzun_hawar] Ew çi bîhn e bi ser te ketiye, zo!.. Wê gote min. [627 uzun_hawar] Tavilê ez li Heme vegeriyam, lê min fedî kir ko ez bibêjim, sebebê van bîhnan aha eve ye. [628 uzun_hawar] Heye ko bîhna kadîn û axurê be, min bi fedî gotê. [629 uzun_hawar] Piştî ko em hemû çûn destên wê, ew li qewraşan vegeriya û gote wan; şekir û diyariyên gedeyan bidin wan, Heme, Biro û Gulîzerê bibin, bişon û cil û bergên paqij li wan kin... De herin, Baron li hêviya we ye. [630 uzun_hawar] Gava em ji derî derketin, mîna ko tiştekî hatibe bîrê, wê bangî min kir. [631 uzun_hawar] Biro, were Avedaranê bide min. [632 uzun_hawar] Çima wê di nav zaruwan de bangî min kiribû, ez pê nizanim, lê min dizanîbû ka mebesta wê bi Avedaran-ê çi bû, ez vegeriyam ber masê, min rahişt Mizgîniya Xwedê, yanî Ïncîla Ïsa Mesîh û min ew dayê. [633 uzun_hawar] Dengê teyrê tawis çawan e? [634 uzun_hawar] Mîna dengê teyrekî goştxwir, em bibêjin êlo, doxan û bazekî, ko hêlînên wan di bilindahiyên asê yên çiyayên Cûdî û Herekolê de veşartî ne, tîz û dirêj? [635 uzun_hawar] Mîna dengê qulingekî koçer ko di destpêka biharan de tên qiraxên çemê Dîcleyê, nerm û xweş? [636 uzun_hawar] Mîna dengê leglegekê ko mîna qulingan di biharan de tên û hêlînên xwe li ser qubîdankên kêleka çem ava dikin, hişk û nexweş? [637 uzun_hawar] Mîna dengê qaz û werdekên çemê Dîcleyê neşêrîn? [638 uzun_hawar] Mîna dengê şalûl û bilbilên ko di qesra Mîr de, li Birca Belek, strana gul û rihanan dibêjin, zirav û bihîstiyar? [639 uzun_hawar] Mîna dengê teyrê sîmir ko di efsaneyan de mîrê teyran e û di her perekî baskên wî de huner û neqşên bêhejmar, ronahî û şewqên bêpayan hene, xurt û bilind? [640 uzun_hawar] An jî mîna dengê teyrê zumritî anka ko her pênc sed salan carekê dixuye, baskekî wî zêrîn, baskekî jî sor e û ji xulava xwe, ji nû ve vedije, gur û kûr? [641 uzun_hawar] Heke we teyrê tawis nedîtibe û li dengê wî guhdarî nekiribe, hûn pê nizanin. [642 uzun_hawar] Min jî pê nizanibû, heta ko ez, di xortaniya xwe de, çûm warê miqedes ê yêzidiyan, geliyê Lalêşê yê pîroz û li wir min bi alîkariya neqiş, sûret û dîmenan, li xweşikahiya teyrên tawis temaşe kir û bi dû re jî, li bexçê sereya siltanê Osmanî û li qeleha bajarê Xaniyayê ko li girava Girîtê ye, li dengê wan guhdarî kir. [643 uzun_hawar] Lê belê heta wê rojê, ji bo min, dengê teyrê tawis mîna dengê Mam Sefo bû; dengekî gur, xurt û kûr. [644 uzun_hawar] Ez ê di şevbuhêrkên bê de jî çêla dengan bikim, lê bi mebesta dengê Mam Sefo, divê ez bibêjim ko dengê gur, xurt û kûr, balkêş e, însan li xwediyê deng meraq dike, bîr dibe ko li pey wî dengî hin mebestên din ên veşartî, hin zanînên kûr ên nediyar hene. [645 uzun_hawar] Gurbûna deng ji heyecanê, xurtbûna wî ji coşê, kûrbûna wî ji zanînê ye. [646 uzun_hawar] Heyecan, coş û zanîn, sê celebên hîsên însanî ne ko tahm û rengekî xweş didin heyatê. [647 uzun_hawar] Em vegerin ser wê roja xwe ya pîroz... Piştî ko ez, Heme û Gulîzerê, bi destên nermik ên qewraşan hatin şûştin, bi bîhnên xweşik bedenên me hatin mistdan û em ji bîhna mîz, zibil, ka, alif, fis, tir, toz û tebarê rizgar bûn, me kiras, derpî û cilên nû yên paqij li xwe kirin, tevî du qewraşên bedenzirav û gavsivik ko hertim bi me re bûn, bêrîkên fireh ên şalên me yên nû û rengîn tijî şekir, bihîv, gûz û loqim, rûken û kêfxweş, em dîsan ji pêpelûkên kevirên nehît ên malê hilkişiyan qata jorê û çûn kitabxanê, warê ko Mam Sefo li hêviya me bû. [648 uzun_hawar] Li ber derî, qewraşan em dan sekinandin, cil û bergên me dan hev û tembîh li me kirin; li nik Baron bi terbiye bin, xwe melivînin, bi hev re melîzin, yarî mekin, mepeyivin, bêyî ko ew bi we re bipeyive yan jî tiştekî [649 uzun_hawar] bipirse, bersîv medinê, destê xwe medin tiştan, şekir mexwin. [650 uzun_hawar] Mîna ko em nediçûn kitabxanê, nik Mam Sefo, lê diçûn zîndanekê. [651 uzun_hawar] Gava deriyê giran ê kitabxanê, bi herdu milan, vebû û em ketin hundir, Mam Sefo ko bi bejna xwe gelekî dirêj, bi milên xwe stûr, bi bala xwe lihevhatî bû, li aliyê din ê kitabxanê, li ber deriyê şaneşînê yê fireh li pê rawestiyabû û çavên wî li der, li ser ava çemê Dîcleyê, di nav fikir û gumanan de, bi hêdîka, bi aramî, qelûn dikêşand. [652 uzun_hawar] Dûmana qelûna wî ber bi aliyê şaneşînê bilind dibû. [653 uzun_hawar] Mam Sefo ko me hertim wî di nav şal û şepikên spehî û bi taybetî risiyayî yên botî de dîtibû, niha di nav kincên frengî de bû, çakêt û pantolên dirêj ên boz î tarî, coteke pêlavên reş ên frengî di pê de, gomlegekî spî lê û qrawateke belek î sor li ber bû. [654 uzun_hawar] Simbêlên wî yên boq ên kizirî mîna her carê ber bi jor badayî, rîha wi ya kin û qît ko ne mîna rîhên palik ên paşayên osmanî, şêx û melayên botiyan bû, bi rengekî morî tarî hatibû henekirin. [655 uzun_hawar] Çavên wî yên belek kilkirî, porê wî yê bi tayên spî hinekî gewr ber bi paşiyê xweş şehkirî bû. [656 uzun_hawar] Gava çavê wî bi me ket, rûyê wî geş bû, bi ken, ew ber bi me hat; zarokno werin, werin... Cejna we pîroz be, roja we bimbarek be... [657 uzun_hawar] Tevî ko Mam Sefo bi gelek zimanan dizanîbû, wî tu carê, mîna xanima xwe û gelek kesên din ên file, ziman tevlihev nedikirin û bi kurdiyeke zahf paqij û edebî ya Cizîra Botanê dipeyivî. [658 uzun_hawar] Herwekî ko hûn seh dikin, kurdiya min ne ewçend kurdiyeke saf a Cizîra Botanê ye, min kurdiyek ko li stran, gotin û serpêhatiyên min tê, ji devok, lehçe û gotinên herêman aniye pê. [659 uzun_hawar] Lê kurdiya Mam Sefo, bi gotin, ûslub û lezeta xwe, ya ehlê Cizîrê bû. [660 uzun_hawar] Herçend Apê Xelef hosteyê stran, bilûr û firkandina gunik û memikan bû, Mam Sefo jî hosteyê hunera axaftinê bû. [661 uzun_hawar] Wî em, yek bi yek, hembêz kirin, ji eniya me ramûsa, şekirên rengîn ko di nav siniyeke zêrhêlî de bû, dan me û em birin ber deriyê şaneşînê. [662 uzun_hawar] Di heyata her însanî de hin şev, hin roj, hin berbang, hin hingûr hene ko ruhê însên vedigirin, riyeke nû didin ber însên û tu carê ji bîr nabin û mîna siya însên, heta gorê, bi însên re ne. [663 uzun_hawar] Bayekî sivik ê berbangeke ronî, tîrêjeke tenik ê danê êvareke aram, taveke germ a rojeke havînê, stêreke xuricî ya şeveke tarî, çend kulîlkên nerm ên berfeke spî, çend dilopên baranê yên xunaveke paqij dikarin tesîreke welê li hemû heyata însên bikin ko însan, heke bixwaze jî, êdî tu carê nikare xwe ji bin bandûra wan rizgar bike. [664 uzun_hawar] Ew roja ronî ko êdî ber bi nîvroyan diqulipî, ji bo min, rojeke welê bû. [665 uzun_hawar] Em, li kitabxana Mam Sefo, li ber deriyê fireh ê şaneşînê ko vekirî bû, li kêleka hev, destên me li ser bêrîkên me yên tijî şekir, bi coş û meraq, li pê rawestiyabûn û me li dengê Mam guhdarî dikir, li bergeha havîrdor dinihêrî. [666 uzun_hawar] Çemê Dîcleyê li ber me, bi nazenîn û aramî, diherikî. [667 uzun_hawar] Tîrêjên tava germ a roja nû ko êdî Cûdî û çiyayên rojhilat li pey xwe hiştibûn û xwe gîhandibûn bilindahiyên esmanan, li ser ava şîn leylan didan. [668 uzun_hawar] Çend kelekên tijî însanên ko bi def û zirnê û bi dengekî bilind stranên Newrozê digotin, li ser avê bi hêdîka hêl dibûn û ber bi aliyê jor, qesra Mîr diçûn. [669 uzun_hawar] Refekî teyrên mezin, ko ez bawer im, quling bûn, mîna ko ew jî bixwazin roja nû pîroz bikin, di ser Dîcleyê re, bi nizmahî, difiriyan û dikirin qîreqîr. [670 uzun_hawar] Hinekî ji me bi dûr, li deverên xanên mêvan û kerwanan, mehîn û hespina dikirin hîrehîr. [671 uzun_hawar] Qiraxên çêm bi rengên têkel ên giya û kulîlkên têkel ko piranî hilaleyên spî û sor bûn, qulipîbûn ser seyrangeheke rengîn. [672 uzun_hawar] Reng û dengan hingê ruhê min ê zarok vegirtin. [673 uzun_hawar] Min guhê xwe û çavê xwe yê sax da ser deng û rengan. [674 uzun_hawar] Piştî çendekê, mîna ko ji nişka ve hatibe bîra min, min serê xwe ji bergeha çêm bada û bala xwe da aliyê hundir, kitabxanê. [675 uzun_hawar] Evçend kitab!.. Min tembîha qewraşan ji bîr kir û bi dengekî bilind û heyirî got. [676 uzun_hawar] Belê, evçend kitab, ji bo îlim, îrfan û zanînê, Mam Sefo li min vegerand. [677 uzun_hawar] Ma te ev hemû xwendine, Mamo? [678 uzun_hawar] Xwezî, xwezî... lê ne wextê min heye ko ez hemûyan bixwînim, ne jî umrê min têrî dike. [679 uzun_hawar] Lê hayrîg dixwîne, varjabed dixwinin. [680 uzun_hawar] Lê ne Migo, ne mayrîg. [681 uzun_hawar] Migo bi tenê li sûretan dinihêre, Armê, çavên wê yên mezin li ser Migo, got. [682 uzun_hawar] Kitabxana ko ji hemû mala Apê Xelef mezintir bû, seranser kitab bûn. [683 uzun_hawar] Dîwarên spî yên kitabxanê hemû bi refên rengê qehweyî, ref jî hemû tijî kitab bûn. [684 uzun_hawar] Her celeb kitab, bi her texlîd rengî li ser refan bûn; biçûk, mezin, cîldkirî, zirav, qalind... Ez ji komê veqetiyam û çûm ber kitaban. [685 uzun_hawar] Bîhneke taybetî ya kitaban hebû, ko hinekî bi bîhna hirmiyeke çilmisî yan jî bi bîhna gendoreke qelişî ko li ber tavê maye û bûye tirşokî, dişibiya. [686 uzun_hawar] Herfên li ser pişta kitabên ko li hember min bûn, herfên ecêb bûn. [687 uzun_hawar] Min herfên mihemedî dinasîn, lê ev herf ne mihemedî bûn. [688 uzun_hawar] Min rahişt kitêbekê û ew ji ref kêşand. [689 uzun_hawar] Di rûpela yekemîn a kitaba qalind û cîldkirî de sûretê kalekî rîhdirêj û di binî de jî rêzine bi wan herfên ecêb hebûn. [690 uzun_hawar] Min tiliya xwe ya dirêj a destê rastê bir ser herfan û çend caran tilî bir û anî. [691 uzun_hawar] Evene, tîpên latînî ne, Mam Sefo, ko bêdeng hatibû û li pey min rawestiyabû, got. [692 uzun_hawar] Tu bi van herfan dizanî, Mamo? [693 uzun_hawar] Min li rûyê wî yê gulover nihêrî û pirsî. [694 uzun_hawar] Helbet, wî, rûgeş, got, tîp cûre bi cûre ne, ji bilî van jî tîpine din hene, tîpên ermenî, grekî, rûsî, sînî... Ji yên sînî pê ve, ez bi hemûyan dizanim. [695 uzun_hawar] Ji lewre serê hayrîg evçend mezin e, Armê bi dengê xwe yê zirav got. [696 uzun_hawar] Ez hertim li mala Mam Sefo bûm, lê çu carê neçûbûm kitabxanê. [697 uzun_hawar] Ew cara yekemîn bû ko ez li wir bûm. [698 uzun_hawar] Kitabxane bi çu mezel, jûr, dîwan û meclisên ko min dîtibûn, nedişibiya. [699 uzun_hawar] Wê hingê ruhiyeteke gelekî xas da min ko min çu carê hîs nekiribû, mîna ko ez li cîhekî miqedes, li malek ko însan ruh û heşê xwe tê de geş dike, li nexweşxaneyek ko însan tê de birînên xwe yên nefsî dicebirîne, bûma. [700 uzun_hawar] Gerçî umrê min ne zêde bû, lê heta hingê min di heyata xwe de, bi tenê du kitab dîtibûn, Qurana kerîm ko li mala Apê Xelef, li dîwêr hilawestî bû û çu carê destê kesekî lê nediket û Încîla Mesîh ko hertim di destê Senemxanê de bû. [701 uzun_hawar] Niha, li kitabxana Mam Sefo, li ber min deryayeke ronî û bêdawîn ji kitaban vedibû. [702 uzun_hawar] Li erdê çend mehfûrên bi neqşên rengîn ên welatên Hekar, Behdînan û Wanê hebûn. [703 uzun_hawar] Li dîwarê hember min, li jorî ref û kitaban çend lewheyên rengîn ên bi destan çêkirî dixuyan. [704 uzun_hawar] Kitabxane ronî bû, tîrêjên tavê, bi comerdî, dirêjî hundir kiribûn û bûbûn hevalên me yên dilsoz ko roja me hîn bêtir geş dikirin. [705 uzun_hawar] Ez dîsan ji komê veqetiyam û çûm ber refên hember û min li lewheyan nihêrî. [706 uzun_hawar] Lewheyek ko di nav çarçeweyeke neqişkirî û zer de bû, ya Îsayê Mesîh bû. [707 uzun_hawar] Yeka din sûretê dêreke kevnare ko di nav çiyan de, li ser girekî bilind bû, berpêş dikir. [708 uzun_hawar] Li ser birca dêrê ya zingilê, xaçeke stûr û li kêleka dêrê jî çend mehîn dixuyan. [709 uzun_hawar] Du, sê lewheyên din jî li kêlekên wan hilawestî bûn. [710 uzun_hawar] Lê lewheya ko herî zêde bala min kêşand, lewheyeke stûr a teyrekî bû. [711 uzun_hawar] Teyrekî ko bi qasî qazeke mezin bû û stûyê wî bi yê werdekekê, lingên wî bi yên leglegeke, nikulê wî bi ya qulingekî dişibiya, per û bask vekirî, di lewhê de dixuya. [712 uzun_hawar] Min teyrekî weha xas ko ji çend teyrên cihê hatibû pê, hê nedîtibû. [713 uzun_hawar] Per û baskên teyr gelekî balkêş bûn, hem per û bask ko stûr bûn hebûn hem jî li pey teyr ji perên dirêj sîwaneke bilind yan jî konekî vajî yê gewendeyan hebû. [714 uzun_hawar] Û hemû per bi rengên têkel, mîna keskesora piştî baranên boş, bedewiyeke bêpayan dihanîn pê. [715 uzun_hawar] Teyr, ne bi heft rengên keskesorê, lê bi heftê û heft rengan xemilîbû. [716 uzun_hawar] Ez li ber lewhê rawestam û bêdeng, bêlebat, min lê nihêrî. [717 uzun_hawar] Ez ji her tiştên wê roja nû ko ez weha kite bi kite qal dikim, bi dûr ketibûm û bi lewhê re bûbûm yek. [718 uzun_hawar] Çavê min, kite bi kite, per bi per, reng bi reng, neqiş bi neqiş, li ser teyr dizivirî. [719 uzun_hawar] Eve teyrê tawis e, Mam Sefo ko dîsan hatibû kêleka min, got, teyrê reng û neqşan... [720 uzun_hawar] Li welatê Cizîrê ji van hene, Mamo? [721 uzun_hawar] Min jê pirsî, bêyî ko ez rûyê xwe ji lewhê badim. [722 uzun_hawar] Naxêr, lê li welatê başûr, Lalêş û Nînovayê hene. [723 uzun_hawar] Ev teyrê hanê remza bav û kalên te ye. [724 uzun_hawar] Bav û kalên min? [725 uzun_hawar] Min bi meraq lê vegerand. [726 uzun_hawar] Belê, bav û kalên te, yêzidî... bîrewerên kevnare yên dînê Zerdeşt... Lê belê, êdî xwe bidin hev. [727 uzun_hawar] Biro, Heme û Migê, hûn ê bidin pey min. [728 uzun_hawar] Em ê herin dîwana Mîr, ji bo pîrozbahiyan... Botî bi mîrê xwe, Şervanî bi şûrê xwe, Hekarî bi ra û tekbîra xwe... De zûkin, em herin nik Mîrê xwe... [729 uzun_hawar] Dengê bêdengiyê jî yek ji dengên bêhejmar ên heyata min e. [730 uzun_hawar] Her cara ko çêl tê ser bav û kalan, Laleş û êzidiyan, mîna niha, şopa şûr a rûyê min diêşe, germahiyek ko nefesê li min diçikîne, bi ser min de tê, dengê min tê birîn û dengê bêdengiyê zora hemû dengên din dibe, wan difetisîne. [731 uzun_hawar] Dengê bêdengiyê seh nabe, hîs dibe; ne bi guhan, bi ruh û can tê bihîstin. [732 uzun_hawar] Ji ber ko dengê bêdengiyê ji şûrê osmanî, ji derbên şûrê çavsoran û ji xwîna mazlûman hatiye pê. [733 uzun_hawar] Çavê min ê kor jan dide. [734 uzun_hawar] Şopa şûrê tûj ko rûyê min qulipandiye ser sûretê mirinê, diêşe. [735 uzun_hawar] Bedena min a girs ko hew xwe radigire, bi kela êşa birînên do [736 uzun_hawar] û îro, dilerize. [737 uzun_hawar] Heşê min ê westiyayî dengê min dibire û min hildigire dibe. [738 uzun_hawar] Bi qesta bîhnvedan, av vexwarin, mewîj xwarin û cixare pêçanê, [739 uzun_hawar] ez derim wê roja şûrê tûj, ko rojek ji rojên welatê bav û kalan e. [740 uzun_hawar] Bêdengiya ko ji şerm û fediyan e, êdî dengan vedigire. [741 uzun_hawar] Heke we dil hebe, heke we hunera bihîstina dengê bêdengiyê [742 uzun_hawar] hebe, fermo, werin dengê bêdengiyê ko êdî li dar e. [743 uzun_hawar] Deng. [744 uzun_hawar] Dengê kundekî nîvê şevan ê mûsîbetê. [745 uzun_hawar] Dengê dîkekî berbangê yê miyeseriyê. [746 uzun_hawar] Dengê wawîkekî çolê yê qeza û belayê. [747 uzun_hawar] Û dengê dayik, dayika şîr û hembêzê. [748 uzun_hawar] Reng. [749 uzun_hawar] Rengê ronî yê welatê bav û kalan. [750 uzun_hawar] Rengê tarî yê çiyayên Şengalan. [751 uzun_hawar] Rengê kesk ê bihara gundê yêzidiyan. [752 uzun_hawar] Û rengê gewher ê dayik, dayika hebînî û evînan. [753 uzun_hawar] Bîhn. [754 uzun_hawar] Bîhna axa sor a nûhişyarbûyî. [755 uzun_hawar] Bîhna rihan, sosin, nêrgiz û gulên nûbişkovî. [756 uzun_hawar] Bîhna kulîlkên spî yên darên behîvî. [757 uzun_hawar] Û bîhna dilovan a dayik, dayika rehmet û delalî. [758 uzun_hawar] Bi tenê bîhna nerm a hêşinahiya biharê û ronahiya berbangê. [759 uzun_hawar] Bi tenê dinya bedew û hawîrdora spehî ya şewqê. [760 uzun_hawar] Kulîlk, çiqil, pel, dar, ber, heywan. [761 uzun_hawar] Çivîk, vîçevîça çivîkan. [762 uzun_hawar] Av, xuşexuşa avan. [763 uzun_hawar] Paqijî, zelalî, nermî û geşiya destê sibehan. [764 uzun_hawar] Seg, tajî, nobedarên bêhejmar ên gund û gundiyan. [765 uzun_hawar] Pisîng, ker, dahşik, hesp, mehîn, cahnî, mîh, bizin, berx, kahr. [766 uzun_hawar] Dîk, mirîşk, wefadarên qedîm ên gund û gundiyan. [767 uzun_hawar] Bi tenê tevgera geş a heyata gund û daxwazên heyatê. [768 uzun_hawar] Bi tenê heyata sade û xwestekên basid ên vê heyatê. [769 uzun_hawar] Lê deng, dengên nexweş, bisaw. [770 uzun_hawar] Pêşî seg, bi hewtehewt, bi kûzîn. [771 uzun_hawar] Paşê teyr û çivîk, bi çîqeçîk, bi qîjîn. [772 uzun_hawar] Paşê ker, hesp, mehîn, bi hîrehîr, bi revîn. [773 uzun_hawar] Paşê însan, bi qîreqîr, bi tirsîn. [774 uzun_hawar] Paşê dayik, bi nalenal, bi axîn. [775 uzun_hawar] Paşê zarok, bi welewel, bi girîn. [776 uzun_hawar] Lê deng, dengên nexweş, bisaw. [777 uzun_hawar] Dengên dûr, mîna dengê zelzeleyekê, [778 uzun_hawar] Dengên sim û lingên hespan, mîna dengê berfendeyekê. [779 uzun_hawar] Dengên siwaran, mîna dengê birûskekê. [780 uzun_hawar] Û paşê dengê şûrbazan, mîna dengê qiyametê: Allah, Allah, Allah... Allah, Allah, Allah... [781 uzun_hawar] Dengê bav û kalan, belê, min gewriya xwe bi avê şil kir û bîhna xwe veda, em gotina xwe bidomînin... dengê bav û kalan ko hingê bi tenê mîna dengê lawaz ê çîrokekê digihîşte me û dibû şirîkê dengê me zarokên li kitabxanê, – ko hê bêhay ji qiyametên rojên bê û bêguman bûn. [782 uzun_hawar] Cizîra wê rojê, Cizîra zarok û xortan, Cizîra hêvî û heyecanê bû, ne mîna Cizîra îro ya mirî û xewn û xeyalên şikestî. [783 uzun_hawar] Şer hê nîn bû, xwîn nerijabû, mirinê mohra xwe li eniya însanê botî nexistibû û heyatê terkî me nekiribû. [784 uzun_hawar] Ji berevajiyê, hêvî û heyatê, mîna dengê dengbêjekî xurt ko olan dide, bi sê dengan, bang li me dikir; gelî botiyan werin dengê me, werin dengê heyatê. [785 uzun_hawar] Hingê bihar û tav bû, şinahî û çîçek bû, newroz û cejn bû, Mîr û hêvî bû. [786 uzun_hawar] Hingê, wê rojê tarîtî diçû ronahî dihat, serma diçû germahî dihat. [787 uzun_hawar] Dewleta osmanî nexweş bû û derb li ser derbê dixwar. [788 uzun_hawar] Gelên bindest ên osmanî kêfxweş bûn û serhildan li ser serhildanê danîn pê. [789 uzun_hawar] Kurdên ko di nav mîrekiyên bêhejmar de belav bûbûn, vê yeka hanê, ji bo miyeseriya xwe, îmkaneke zahf baş didîtin. [790 uzun_hawar] Û wê roja Newrozê, Mîr Salih ko însanekî zahf dîndar û kekê Mîr bû, dev ji mîrîtiyê berdida û birayê wî yê kiçik Bedir Xan dibû mîr. [791 uzun_hawar] Me nizanîbû ka Salih Beg çima dev ji mîrîtiyê, mal û milkên dinyayê, şan û şohreta hukimdariyê berdida. [792 uzun_hawar] Lê li gora gotinan, wî dev ji her tiştî, heta ji jin û cariyan jî berdida û dibû mirîdekî dîn û terîqetê, nimêj û niyazê. [793 uzun_hawar] Ji Cizîra Botanê re mirekî jîr, xurt, serwext û bîrbir diviya, ko bikaribiya hukimdariyeke tekûz bianiya pê û eşîr, binemal û deverên peregende li hev girêbida, wan têxista qalibekê, mîrekî welê ko xelkê hem jê hez bikira hem jê bitirsiya, hem hêvî bida xelkê hem xirecirên xelkê ko hîç xelas nedibûn, haş bikira, hem xelkê bi serê wî sond bixwara hem zarokên xwe bi tirsa wî bikira xew, hem stran û destanan ji bo wî lêkira hem bi fermaneke wî biçûya mirinê, hem bi edaleta wî aştî bianiya hem bi şûrê wî aştî têk bida. [794 uzun_hawar] Ji Bedir Xanê xort û xurt ko min di hin stranên xwe de mîna »Mîrê Zirav« bi nav kiribû, pê ve, kî dikarîbû bi van karan rabûya? [795 uzun_hawar] Li dinyayê çu tişt ji bextiyariya destpêka rojeke ronî ya cejnan çêtir nîn e, heke hêvî li ber deriyan, hest jî li ser dilan be... Mam Sefo, Migo, Heme û ez, tevî çar pasevanên Mam ko bi şûr û xencer bûn, ji hewşa fireh a malê ko bi gul û kulîlkan reng dida, bihurîn û ketin nav şêniyên bajarê Cizîrê. [796 uzun_hawar] Mam Sefo ko hertim bi şal û şepikên xwe yên hewrêşimî, li ser pişta hespê xwe yê belek î kihêl ê erebî bû, îcar, di nav cilên frengî de, mîna alîmekî frengî cîdî û jixwerazî, dixwest bi peyatî here qesra Mîr da ko li rê, cejna ehlê Cizîrê jî pîroz bike. [797 uzun_hawar] Tevî ko Cizîr bajarekî kevnar ê hemû Mezopotamyayê bû û ji demên Nebî Nuh mabû, wê rojê bajêr mîna bûkeke nûgihiştî û nazenîn xwe xemilandibû; xelk bi cil û bergên xwe yên paqij û rengîn li kuçan, dar û ber bi cil û bergên xwe yên rengîn li qiraxên çêm, minareyên spî yên mizgeftan û bircên dêr û qesran bi rengên xwe yên spî û reş, ber bi asimanan bûn. [798 uzun_hawar] Piraniya dîwarên xan û xaniyên bajêr ên tarîxî ko bi çelpeka spî nû hatibûn sîwaxkirin, şewq didan. [799 uzun_hawar] Asiman zelal, xanî û kolan paqij, însan rûgeş û hêviya rojên bê li dar bûn. [800 uzun_hawar] Madem qal hat ser asimanê, divê ez bibêjim ko asiman û hawîrdor wê rojê mîna rêzên qewlê yêzidiyan bûn; dûre ji renga xemilî. [801 uzun_hawar] Sor bû, spî bû, sefirî. [802 uzun_hawar] Sor bû, spî bû, geş bû. [803 uzun_hawar] Ji minareyan dengê azanê, ji bircên dêran dengê zingilê, ji kuçe û kolanan dengê def û zirnê, ji medrese û dîwanxaneyên terîqetan dengê tekbîr û erbanê, ji xanan dengê têkel ê kerwanan, ji hewşên malan dengê tilîliya jinan û qîreqîra zarokan di-hat. [804 uzun_hawar] Herkesî, bi rûyekî ken û geş, hevûdu pîroz dikir, mezin diçûn rûyê hev, zarok diçûn destê mezinan, kal û pîr diçûn eniya zarokan. [805 uzun_hawar] Herçî dildarên ko nû bi taya evînê ketibûn, diyar e, nikaribûn herin rûyê hev, lê wan jî, di wê roja Newrozê de ko herweha roja evîndaran bû, ji ber derî û penceran, eywan û hewşan, bi livîna lêvan, kenê rûyan, nêrîna çavan û xeyalên bi heyecan, hevûdu hembêz dikirin. [806 uzun_hawar] Dua dihatin xwendin, xaç derdiketin, stran dihatin gotin. [807 uzun_hawar] Şêniyekî boş ê bêpayan ko Cizîrê çu carê nedîtibû, mîna pêlên Dîcleyê ko di biharan de dibû lehî, bi ser bajêr de hatibû. [808 uzun_hawar] Ehlê welatê Hekar, Behdînan, Amediye, Soran, Baban, Urmiye, Şikak, Diyarbekir, Siwêrek, Riha, Semsat, Dêrsim, Bêdlîs, Mikus, Wan, Serhet, Mêrdîn, Tor, Çiyayê Kurmênc, Antaqiya û gelekên din, bi hênceta pîrozbahiya Mîr, hatibûn Cizîrê. [809 uzun_hawar] Bajar qulipîbû ser bajarê ko Seydayê Xanî, şaîrê bajarê Cizîrê û welatê Botan, di beytên xwe de çêl lê dikir; [810 uzun_hawar] Roja ko dibûye îd û newroz, Tazîmê ji bo dema dilefiroz, Sehra û çîmen dikirine mesken, Beyda û dîmen dikirine gulşen. [811 uzun_hawar] Gava em ji malê hinekî bi dûr ketin, Apê Xelef jî, bi gavên kulek û bi bîhneke giran a ka û zibilê, xwe gîhande me. [812 uzun_hawar] Rûyê wî ko bi xêzikên heyatê qermiçî bû û bûbû mîna axa nûcotkirî, dikeniya. [813 uzun_hawar] Min pez şand çêrê, wî got û serê xwe bilind kir da ko here rûyê Mam Sefo. [814 uzun_hawar] Mam Sefo ko jê gelekî dirêjtir û girstir bû, xwe xwar kir, çû rûyê wî, cejna wî pîroz kir û gotê; [815 uzun_hawar] Eger te dil hebe, bi me re were. [816 uzun_hawar] Yan na, here malê, xwe bişo, bixwe, vexwe û paşê were qesra Mîr. [817 uzun_hawar] No, ez jî têm, wî got û xwe da bin çengê Mam Sefo û meşiya. [818 uzun_hawar] Gava em, Mam Sefo û Apê Xelef li pêş, Migo, Heme û ez li paş, pasevan jî li herdu milên me, di nav girseya şêniyan de, bi zehmetî, bi ramûsan û bi gotinên pîrozbahiyê, gav bi gav ber bi çêm dimeşiyan, cil û bergên fireh ên Migo li min, şekir di devê min de, destekî min di bêrîka min de li ser şekirên şêrîn, destê din jî geh li ser çavê min ê sax, geh di nav difnên min de, bala min li Migoyê stûr û Hemeyê zirav ko min xwe hinekî jê, jiber bîhna fis û tiran, bi dûr xistibû, hingê, ez nizanim çima, lê hingê çavê min ê kor êşiya û min tiştekî, bi xurtî, hîs kir; ew meşa me ko ber bi Mîr diçû, dê, tevî Mîr, heta mirinê bidomiya. [819 uzun_hawar] Meş ê li qesra Mîr xelas nebûya, ji wir jî, wê dê li ser rê û xaçeriyên fetloke yên heyatê ko tijî sir bûn, ber bi qesr û qonaxên din ên heyatê biçûya, heta mirinê. [820 uzun_hawar] Piştî ko me çend kolan û meydanên bajêr ko bi kevirên reş ên biçûk lêbûbûn, li pey xwe hîştin û em gihîştin ser riya fireh ko mîna milekî çêm bû û dirêjî çêm, ber bi qesrê diçû, hingê min çem bi hemû bedewiya wî dît. [821 uzun_hawar] Çem, bi rengê asimanê, çîkî şîn, bi nazenîn, bi aramî, diherikî. [822 uzun_hawar] Darên kevnare yên çinaran ko bi keskekî tarî xwe xemilandibûn û riya fireh ko riya sereke ya kêleka çêm bû û hemû riyên bajêr, bivê nevê, xwe digîhandinê, dirêjî çêm, mîna şirîkên heyata çêm, diherikîn. [823 uzun_hawar] Hingê hîseke nû ko bi hîsa min a din nedişibiya, ko di esasê xwe de pirsiyarek bû û di tahma şekirên Mam Sefo û Senemxanê de bû, ruhê min vegir. [824 uzun_hawar] Ev çemê ko hertim, bêdeng, tevî heyata me dibû, bêdeng şahidî li serpêhatiyên me dikir, çi difikirî? [825 uzun_hawar] Wî li me çawan dinihêrî? [826 uzun_hawar] Heke ew jî mîna me benî ademan bikaribûya bipeyiviya, wî dê çi bigota? [827 uzun_hawar] Dengê wî dê çawan derketa?.. [828 uzun_hawar] Çilka kela strana Dîcleyê, afirîna destana Dîcleyê hingê kete dilê min. [829 uzun_hawar] Bi dû re, gava ez bûm însanekî têgihîştî û dengbêj, min bîr bi hîsa xwe ya wê rojê bir; min diviya strana çemê Dîcleyê li hev bianiya û mîna çêm, bêwest, bêrawest, bêdawîn, her bigota. [830 uzun_hawar] Dengê strana Dîcleyê, ko hemû umrê min pê re çû, herwekî çêm, geh geş e, geh zîz, geh şên e, geh keserkûr, geh tahl e, geh lezîz. [831 uzun_hawar] Ew geh bi awazeke bilind e, mîna stranê, geh bi dengekî nizm e, mîna şiîrê. [832 uzun_hawar] Weha; [833 uzun_hawar] Dîcle me ez, Dengê Dîcleyê, Nêrîna tarîxê, dilê însaniyetê, Destpêk im ez, zayin, hebûn. [834 uzun_hawar] Çemê cenetê, destebirayê Aras, Zap û Firatê, Tewrat, Încîl, Quran, Adem im ez, Birahîm, Nûh. [835 uzun_hawar] Tofan, Cûdî, Herekol. [836 uzun_hawar] Kevokeke spî, pelekî hêşîn a dara zeytûnê, vejîn, vejîna heyatê. [837 uzun_hawar] Wext, do, îro, sibê. [838 uzun_hawar] Wext diherike, diçe, tê. [839 uzun_hawar] Xem, xewn, xeyal. [840 uzun_hawar] Sûretên wextê, heyam, dewr û dewranê. [841 uzun_hawar] Kesk, şîn, zer. [842 uzun_hawar] Sor, rengê xwînê. [843 uzun_hawar] Rengê wextê, do, îro. [844 uzun_hawar] Xurt nerm, zîz şên, bilind nizm. [845 uzun_hawar] Deng im ez, dengê bayê, Berf û baranê, ax û brûskê. [846 uzun_hawar] Bi stêrên zêrîn ên xuricî dikevim xewê, Bi tîrêjên zêrîn ên tavê hişyar dibim. [847 uzun_hawar] Şîn im, mîna asimanê, bîhnfireh, bihîstiyar. [848 uzun_hawar] Kesk im, mîna biharê, evîndar, hêvîdar. [849 uzun_hawar] Boz im, mîna kevirê, xemgir, stûxwar. [850 uzun_hawar] Sor im, mîna axê, şikestî, birîndar. [851 uzun_hawar] Keser im ez, mirin, li eniya însanên botî nivisî. [852 uzun_hawar] Bextiyarî me ez, heyat, li axa Mezopotamyayê zayî. [853 uzun_hawar] Xizîn im ez, hesret, li pey malwêran û derketiyan hîştî. [854 uzun_hawar] Evîn im ez, hez, li pey salan, esran, însan û medeniyetan mayî. [855 uzun_hawar] Keştî me ez, kelek, ya Nûh, ya Keso. [856 uzun_hawar] Selahedîn, Ezîzan, Mîro. [857 uzun_hawar] Ji Cûdiyê ber bi Nînovayê, Babîlê, [858 uzun_hawar] Basrayê. [859 uzun_hawar] Welat bi welat, gel bi gel, ziman bi ziman. [860 uzun_hawar] Heyam bi heyam. [861 uzun_hawar] Esker, şûr, tîr, mirtal. [862 uzun_hawar] Hesp, dewar, pez. [863 uzun_hawar] Titûn, zeytûn, hevrêşim. [864 uzun_hawar] Însan, însan, însan. [865 uzun_hawar] Şer, pevçûn, şewat, hilweşîn. [866 uzun_hawar] Sil, sext, şaş, mat, dudil, ketî, windabûyî, mirî. [867 uzun_hawar] Dîcle me ez, zimanê bêzimanan, dengê bêdengan. [868 uzun_hawar] Dengê însanan, ruhê wan e, ji dengê wan hûn dikarin nexşeya ruhê wan, daxwaza dilê wan keşf bikin û bîr bi fikir û gumanên wan bibin. [869 uzun_hawar] Lê belê wê roja Newroz û pîrozbahiyê ev yeka hanê ne mimkun bû, ji ber ko deng bêpayan, însan bêhejmar, tevger bêrawest bû. [870 uzun_hawar] Ji her derî dengên têkel bilind dibû. [871 uzun_hawar] Li her kuçe, kolan û meydanê govend hatibûn girêdan, dîlan li dar bûn, bilûrvan û tembûrvanan lêdixistin, keç û xortên xama dilîstin. [872 uzun_hawar] Gava me xwe gîhand kelehê û qesra Mîr, êdî tav ko bi şewq û germahiya xwe beşdarî cejnê dibû, gihîştibû nîvroyan. [873 uzun_hawar] Gelek pasevan û nobedarên çekdar li ber dîwar û deriyê keleh û qesra Mîr ko ji du milên hesînî yên girs hatibûn pê û heta dawiyê vekirî bûn, rêz bûbûn û mêvanên ko dihatin, yek bi yek, derbasî hundir, aliyê bexçeyê kelehê dikirin. [874 uzun_hawar] Bexçe bêpayan mezin, tijî dar û ber, gul û kulîlk bû. [875 uzun_hawar] Ne bi tenê kitabxana Mam Sefo, herweha bexçe û qesra Mîr jî, min, wê rojê, cara yekemîn, didît. [876 uzun_hawar] Bêguman ez zahf caran ji ber derî û dîwarên kelehê ko tevî sûr û bircên xwe keleheke qehîm bû, bihurîbûm û min meraq li heyata milê din ê dîwaran kiribû, lê niha, bi saya Mam Sefo, derî li ber min vedibûn û ez diketim hundir. [877 uzun_hawar] Bexçe bi gelek riyên biçûk ên xîçik hatibû birîn û di her birekî de dar, ber û kulîlkên cihê, mîna nêrgiz, binevş, sosin û lalezarên bişkovî hebûn. [878 uzun_hawar] Li herdu milên riya mezin ko digihîşte qesrê, nobedar rêz bûbûn. [879 uzun_hawar] Bexçe jî mîna rê û meydanên bajêr, tijî şênî bû, heye ko bi hezaran însan, kom bi kom, çavê wan li govendkêşên zirav ko mîna marekî xwe dilivandin û guhê wan li dengê saz, def, zirne û erbanên ko awazên têkêl ên hemû mîrekiyên kurdan guheztibûn bexçeyê Mîr, li ser gihayên hêşîn ên bexçê rûniştibûn. [880 uzun_hawar] Sîniyên fireh ên riz, savar û goşt ko jê bîhn û dûmaneke lezîz difûriya, li ber wan bûn. [881 uzun_hawar] Bi cil û bergên xwe yên têkel û rengîn, wan têkelî û rengîniya welatê kurdan jî nîşan didan. [882 uzun_hawar] Qesra Mîr, ez dikarim bibêjim, avahiya herî mezin bû ko min di heyata xwe ya peregende de dîtiye. [883 uzun_hawar] Bêguman heke însan saraya sultanê osmanî, navenda gumreh a heyata me ya welatê xerîbiyê, ko riya heyata min, Mîr, Têlî û gelek kesên din ji Cizîra Botan, ber bi girava Girîtê zivirand, nehesibîne. [884 uzun_hawar] Qesir, bi dîwan, meclîs, mêvanxane, kitabxane, dersxane, mizgeft, şaneşîn, aşxane, mitbax, hemam, xan, jûrên seyd û nêçîrê, cilşuştin û nanpêjiyê, mezelên keç û jinan, zarok û qewraşan, xulam û cariyan ên bêhejmar, avahiya herî navdar a hemû welatê kurdan bû. [885 uzun_hawar] Li gora gotinan tê de bi qasî 360 mezel hebûn, – ji bilî mizgeft, zîndan û xana ko li ber devê çêm bû. [886 uzun_hawar] Herçend saraya sultanê osmanî navenda hemû şixul û karên dewleta osmanî bû, qesra Mîr jî ewçend navenda hemû pêwendî û şixulên mîrekiyên kurdan bû. [887 uzun_hawar] Li ser qesrê gelek şiîr hatibûn nivîsîn, gelek stran, çîrok, rîwayet hatibûn lêkirin. [888 uzun_hawar] Milê herî navdar ê qesrê, bêguman, Birca Belek bû ko bi rêzên şaîrên navdar bûbû remza mîrekiya Cizîra Botanê. [889 uzun_hawar] Birca Belek ko mîna bircekê ko bi teyrê êlo dişibiya, li ser ava çêm û bi kevirên şehkirî yên reş û spî hatibû lêkirin û ji lewre jê re »Birca Belek« dihate gotin, dîwanxana Mîr bû. [890 uzun_hawar] Her celeb şixulên Mîr û mîrekiyê ji wir dihate gerandin. [891 uzun_hawar] Her celeb mêvan, paşa, wezîr, mîr, sefîr, alîm, şaîr, seyda, keşe, patrîk, heham, qasid li wir dihatin qebûl kirin. [892 uzun_hawar] Civat û civîn li wir dihatine gerandin, soz û biryar li wir dihatine girtin, derengê şevan, gava gerandina şixulên resmî yên mîrekiyê kuta dibûn, bi deng û awaza dengbêjan, şevbuhêrk li wir li dar diketin, qeşmer û berdevk li wir hunerên xwe pêşkeş dikirin, şaîran şiîrên xwe ko hemû pesn bûn, waqanûseran niviştên xwe ko hemû methiye bûn, li wir dixwendin. [893 uzun_hawar] Berî ko em di deriyên qesrê re bibihurin, li ber deriyên mezin, li nik Mam Sefo, ko bi kêfxweşî simbêlên xwe ba dida û Apê Xelef ko bi kêfxweşî gunikên xwe difirkandin û bi pitepit ji Mam re tiştin digotin, min serê xwe hilda û bi dîqet, bi qasî kêliyekê, li keleh, sûr û bircên wê, li qesra fireh û bilind û li Birca Belek nihêrî. [894 uzun_hawar] Herçiqas ez ne sihêrbaz û remildar bim jî, mîna niha tê bîra min, wê gavê, li wir, çavê min ê kor dîsan êşiya û dengê dilê min, bi liyan, gote min ko qonaxa Mîr ê wê rojê bibûya qonaxeke nû ya heyata min û min ê pê qonaxeke nû ya heyata xwe bibiriya. [895 uzun_hawar] Çaxê em ketin hundir, ne xulam û xizmetkar, lê bilûrvanên ko ji şal û şapikên wan diyar bû ko her yek ji deverekî mîrekiyê bûn, rê pêşkeşî me kirin. [896 uzun_hawar] Hejmara wan niha nayê bîra min, lê gelek bilûrvan, ez bibêjim pêncî, hûn bibêjin sed, di nav şal û şapikên rîsandî û neqişkirî yên rengîn de, bilûrên wan ên reş, spî, sor, qehweyî, zirav, kurt, dirêj, şeş, heyşt, donzdeh xelekî, li ser lêvên wan, li pey hev rêz bûbûn û bi awaza bilûrê ya bi aheng ko hemû dengan li hev dianî û diyar bû, bi pesn, çêla Mîr dikir, riya dîwanxanê ko bi mermerên gewr ên ferişî raxistîbû û bi pencereyên fireh ên qesrê ronî dibû, şanî mêvanan dikirin. [897 uzun_hawar] Apê Xelef ko bi pitepiteke bêmane Mam Sefo bêzar kiribû, dev ji gotinên xwe yên tewş berda, li min zivirî û bi hêdîka, bi ahenga dengê bilûrê, dest bi stranekê kir û hênijî; [898 uzun_hawar] Mîro, mîrê mino, Bejnziravo, aqiltemamo, Çelengo, rûgeşo, Li roja xweş hukimdaro... [899 uzun_hawar] Herçiqas min strana Apê Xelef çu carê nebihîstibû û welê dixuya ko wî, dîsan, mîna her carê, gotin, li gora mercên ko em tê de bûn, li hev anîbûn, min jî, bêgav, gotinên wî dubare kirin. [900 uzun_hawar] Bi dengê bilûrê û pisepisa »mîr û mîro« em gihîştin dîwanxana Mîr. [901 uzun_hawar] Li ber derî em sekinîn. [902 uzun_hawar] Deriyên dîwanxanê ko bi zîvê gewher neqişkirî bûn û li serê jî sûretê şêrekî di nav kevirekî reş de hatibû kolandin, vekirî bûn û dîwanxana ronî ko bi tîrêjên tavê û leylana ava çêm aliyekî wî şewq dida, tijî şênî bû. [903 uzun_hawar] Li hember derî, li milê din ê dîwanxanê ko ji me bi qasî sed gavan dûr bû, Mîr li ser dîwaneke rengîn, ji şêniyên der û dor hinekî bilindtir, rûniştibû. [904 uzun_hawar] Gotina mîr ko însanekî bi rîh û simbêl, mêrekî bi kêmanî navsal an kal dianî bîra însanan, li wir, bi bal û endama xortekî şox û şeng, bi şal û şapikên gewher, bi simbêlên zirav û rûyekî delal û geş, rûniştibû. [905 uzun_hawar] Mîrê me li wir, di nav girseya kalemêran de mîna şitileke rihanê zirav, delal, aram, maxrûr li mêvanan dinihêrî. [906 uzun_hawar] Mamo, mîrê me gelekî xort e, min, bi heyret, ji Mam Sefo re got. [907 uzun_hawar] Herê xort e, lê jîr û zana ye, serwext û hişyar e, wî destê xwe bire ser serê min û got. [908 uzun_hawar] Rûyê Mîr biken bû, ji rûniştin, nêrîn û tevgerên wî yên giran dixuya ko Mîr, tevî umrê xwe, ehlê şixulê mîran, zana û kumandaran bû. [909 uzun_hawar] Di rû û awirê wî de tarîxa me ya nû ko qonaxa nû ya heyata min bû jî, dixuya; yekîtî, pêşketin, sermaye, aştî, edalet, xurtî, xweserîtî û mîna netîceyeke van tiştan hemûyan dijîtî, nemaze dijîtiya bi osmaniyan re ko çu carê li ser axa kurdan mîrekî xurt nedixwestin. [910 uzun_hawar] Û dawiya dijîtiya bi osmaniyan re, mîna her carê, diyar bû; şer, xwîn, jan û keser... [911 uzun_hawar] Hemû giregirên welatê osmanî û kurdan li dîwanxana Mir bûn. [912 uzun_hawar] Apê Xelef ew yek bi yek, bi tiliya xwe ya qermiçî û bi rengê titûnê zerbûyî, nîşanî me zarokan da; mîrên Hekar, Behdînan, Baban, Bedlîs û Mukisê bi şal û şapikên welatên xwe; paşayên osmanî yên bajarên Diyarbekir, Bexda, Mûsil û Wanê û çend zabîtên mezin bi kincên xwe yên resmî, fesên xwe yên sor û bi simbêl û rîhên xwe yên palik; çend sefîrên welatên frengî bi cil û bergên frengî ko bi cil û bergên Mam Sefo dişibiyan; patrîk û keşeyên civatên ermen, suryan, keldan, nastûr, yaqûbî bi cil, berg û kumên xwe yên reş ên dînî; sê serekên ruhanî yên civata cihuyan bi kumên xwe yên biçûk ên reş û bi rîhên xwe yên gelekî dirêj; şêxên êzidiyan bi libasên xwe yên spî û por, rîh û simbêlên xwe yên dirêj ên nûranî; şêxên ereban bi galabî û egalên xwe yên rengîn; şêxên terîqetên îslamî û seydayên medrese û mizgeftan, bi rîhên xwe yên reş ên henekirî; axa, beg, malmezin û serekên eşîrên kurdan bi şal û şapikên xwe yên xusûsî yên rojên weha û gelek kesên din ko bi gotina Apê Xelef »tirtire« û di esasê xwe de, ji bav û kalan, dijminê hevûdu bûn û heke fersend bidîtina, wan ê gora hev bikola, li wir, mîna perwanên ko li dora find û qendîlê difirîn, li der û dora Mîr bûn. [913 uzun_hawar] Belê Mîr, mîna qendîla şeva me, qendîleke ronî bû. [914 uzun_hawar] Şevbuhêrk bi qendîleke ronî, tarîx bi zilamên ko mîna qendîlê ronî ne, li dar dikeve. [915 uzun_hawar] Civat şên e, de em herin hundir, kuncikê yadîgar û bexşîşan, Apê Xelef got û daf da me ko em bikevin hundir. [916 uzun_hawar] Kuncê ko Apê Xelef nîşan dida, bi rengên têkel diçirûsî; her celeb zêr û zînet, lûlû û gerdeniyên mirarkirî, şûr û xencerên kalanzêr û qewdmirarî, tivingên helqedar, nêrgizî û berwec ên zîvhêlî, caw û qedîfeyên hevrêşimî yên giranbiha, mehfûr û xaliçeyên hevrêşimî yên hemû welatên rojhilatê, li wir, bi dûzaneke têkûz, li nik hev, rêz bûbûn. [917 uzun_hawar] Diyar bû, her mêvanê ko hatibû, bi hênceta pîrozbahiyê, tiştine spehî û giranbiha yên welatê xwe jî, mîna diyarî, ji bo Mîr anîbû. [918 uzun_hawar] Lê Mam Sefo bi milê Apê Xelef ko hê jî çavê wî li ser çirûskên zêr û zînetan bû, girt, no Xelef, got, civateke din a şên li milê din heye, tu zaruwan hilde û here wir. [919 uzun_hawar] Mam Sefo em, tevî Apê Xelef û du pasevanan, şandin cîhekî din, meclîsa dengbêj, çîrokbêj, stranvan û bilûrvanan ko li milê din ê qesrê, ji dîwanxana Mîr gelekî bi dûr bû. [920 uzun_hawar] Meclîsa dengbêjan ko bi eslê xwe mêvanxane bû û ji bo wê rojê bûbû cîhê dengbêjan, ne bi qasî Birca Belek bûya jî, ne kêmî wê mezin bû. [921 uzun_hawar] Civat geriyabû, dengêbêjên herêmên cihê yên binav û bênav, sazbendên hoste, bilûrvanên ko her texlîd deng ji bilûra darîn derdixistin, tembûrvanên ko ji her têleke tenbûrê donzde deng derdixistin, musîkejen, zurnejen û deflêderên bijarte yên welêt ko hosteyên hunera lêxistina haletên têkel ên musîkê bûn, gelek şagirt û berdevk ko nû digihîştin, hemû li ser doşegan rûniştibûn û haziriya danê êvarê dikirin. [922 uzun_hawar] Piştî merasîma mîrîtiyê, dengbêjên mîr û began ê derketina hizûra dîwanxanê û bigotana. [923 uzun_hawar] Wan ê di roja tarîxî de hemû hunera xwe pêşkeşî şêniyê bijarte bikirana û nîşan bidana ko ew dengbêj û hunermendên yekta bûn. [924 uzun_hawar] Bi dû re jî wan ê li bajarê Cizîrê û deverên din ên mîrekiyê, heft roj û heft şevan ko pîrozbahî dê bidomiya, her û her lêxistana û bigotana. [925 uzun_hawar] Paşê, piştî tecrubeyên kirêt ên salan ko tijî keser, hesret û jan bûn, ez têgihîştim ko ew meclîsa hanê ko wê rojê, ji bo min, bi tenê şênahiyeke germ a rojane bû, di esasê xwe de, dengê têvel ê tarîxê bû. [926 uzun_hawar] Derbên heyatê hînî min kir ko qayida çerxa felekê weha bû; her rûpeleke nû ya tarîxê bi dengan vedibû, carina bi dengê şûr û tivingan, carina bi dengê qelemşor û dengbêjan, carina jî bi hemû dengan ko hungiva tîr û xwîna ron tevî hev dikirin. [927 uzun_hawar] Çaxê Apê Xelef ko li ser gotina Mam Sefo xwe negîhandibû bexşîşan û hinekî eciz bûbû, dengbêj û bilûrvan dîtin, kêfa wî hate şûnê, tavilê, em li ber derî hiştin û tevî kulekiya xwe, bazda, çû koşeyekî meclisê. [928 uzun_hawar] Hunermend kom bi kom rûniştibûn, siniyên fêkî û xwarinan li ber wan, lêdixistin û digotin. [929 uzun_hawar] Her yekî li gora meqam û qalibên deverên xwe, li gora awaz û ûsluba xwe, hunereke xas li dar dixist. [930 uzun_hawar] Awaza dengbêjên çiyayên Hekarê tevî awaza dengbêjên beriya Mêrdînê, ûsluba gotina nastûran ko gelekî bi duayên Îsa Mesîh dişibiyan, tevî ûsluba telqînên êzidiyan, meqamên neqşîbendî û qedirî yên îslamî tevî meqamên ermen, keldan û cihuyan dibûn. [931 uzun_hawar] Sed deng û sed awaz li bin guhê hev diketin. [932 uzun_hawar] Bavo em dîsan terk kirin, Heme, rûtirş, got, ew hertim welê dike. [933 uzun_hawar] Apo dîsan da pey dengên nas, min lê vegerand, da ko rê li teşqeleyekê bigirim, Apo hertim dide pey dengan. [934 uzun_hawar] De em jî herin nik wî. [935 uzun_hawar] Bêyî ko kesek bang me bike yan cîhekî nîşanî me bide, em hersê çûn koşê, li nik Apê Xelef rûniştin. [936 uzun_hawar] Haya kesî ji me nebû, herkes bi şixulê xwe ve mijûl bû. [937 uzun_hawar] Koma ko em li kêlekê rûniştibûn, dostên Apê Xelef û ji deverên çiyayê Şingalê bûn. [938 uzun_hawar] Wan stranên gelekî kevn, geh li ber hev, geh bi dor, digotin. [939 uzun_hawar] Stranên wan bêtir pesn bûn, pesnên mîr û şêxan, axa û began, dîn û îbadetê, tebiyet û dinyayê. [940 uzun_hawar] Mîna ko ew ji xwe ve çûbin, welê ji her tiştî dûrketî, destekî wan li ber pelê guhê wan, piraniya caran çavê wan girtî, wan her digotin. [941 uzun_hawar] Wext ne xema wan bû, gava ew radiwestiyan, wan bîhna xwe vedida, fêkiyekî dixwarin, fireke av vedixwarin da ko ji nû ve dest pê bikin. [942 uzun_hawar] Min du sêv, sê hurmî û portaqalek xwarin. [943 uzun_hawar] Lingên min ko di bin min de bûn, tevizîn. [944 uzun_hawar] Tevî ko pencereyên meclîsê vekirîbûn, bîhneke giran a cixare, qelûn, xwîdan û bêguman ya tir û fisên fistûjê me, bi ser meclîsê de girtibû. [945 uzun_hawar] Bîhna min çikiya. [946 uzun_hawar] Ez, bi qewlê Armê, Biroyê henekçî ko hertim li pey henek û lîstikan bûm, hînî rûniştina vê celebê nebûbûm. [947 uzun_hawar] Bi min êdî welê hat ko dengên ko di destpêkê de ewçend ji hevûdu cihê, xweş û balkêş bûn, qulipîn ser dengekî, bi tenê dengekî; dengê nas ê pesnan. [948 uzun_hawar] Çavê min li wan, min hinekî mewîj, hêjîrên hişk, tevî kakilên gûzan, xwarin û bi qasî cêrekî jî av vexwar. [949 uzun_hawar] Wan digot, lê ne bi dengê dil, ne bi hostehiya afirînê, ji bervajiyê, bi dengê qalibên kevn ko bêyî ked û xîreteke hêja, li pey hev rêz dibûn... [950 uzun_hawar] Ji navberê çiqas wext bihurî, ez pê nizanim, lê çaxê tîrêjên tavê êdî ji meclîsê bi dûr ketibûn û xwe gîhandibûn ser banê qesrê, ji eciziyê, ji nişka ve, piştî ko dengbêjekî kal ê rîspî ko diran di dev de nemabû û gotina wî baş fahm nedibû, rawestiya, min jî dengê xwe yê zirav û zelal bilind kir. [951 uzun_hawar] Di nav wan dengên qert de, dengê min mîna dengê çivîkekê derket, lê dengê çivîkekê ko hê nû, bi heyecan, çavê xwe li dinyê vedikir û hêdî hêdî bi firê diket. [952 uzun_hawar] Dengê min jî dengê pesnê bû, lê ne mîna dengên din, dengê min çêla axa û began, mîr û şêxan nedikir, wî çêl li çemê Dîcleyê dikir; [953 uzun_hawar] Ez Dîcle me, Dîcleya lehî. [954 uzun_hawar] Ne qam e, ne bihur, ne jî delav... hertim zindî. [955 uzun_hawar] Dengbêjên xwedantecrube ko qedirgirên şagirtan bûn, ji ber bextê min ê çê, dengê min nebirîn. [956 uzun_hawar] Gava kesî dengê min nebirî, êdî rê li ber min vebû, min ê heyfa xwe hilaniya û mîna wan, heft roj û heft şev, her û her bigota! [957 uzun_hawar] Lê îcar, ji ber bextê min ê neçê, hingê tiştekî qewimî ko heyata min xist ser riyeke din. [958 uzun_hawar] Pişta min ber bi derî bû, min hay jê nîn bû ka li wî milî çi dibû. [959 uzun_hawar] Bêyî ko ez zêde lê bifikirim, min gotin li hev siwar dikirin û strana ko bi çu stranê nedişibiya, dirêj dikir. [960 uzun_hawar] Lê ji nişka ve ji bilî dengê min, hemû deng hatin birîn û bêdengiyekê bi ser meclîsê de girt. [961 uzun_hawar] Ez bêtir kêfxweş bûm û min bêtir zor da dengê xwe yê çîveçîv î reben. [962 uzun_hawar] Ji bilî min, hema çi bigire hemû şêniyên meclîsê rabûbûn ser piya jî. [963 uzun_hawar] Meclîsê, dengbêj, tembûrvan û bilûrvanan dengê xwe birîbûn û rabûbûn ser piyan da ko li dengê min guhdarî bikin û qedrê hunermendiya min bigirin! [964 uzun_hawar] Lê gava Apê Xelef, bi zixtan, çêrî min kir, min rastî fahm kir; [965 uzun_hawar] Kero, dengê xwe bibire, gêjo, gêjo... tiredîno!.. [966 uzun_hawar] Çaxê min dengê xwe birî û xwe zivirand, min rastî dît; Mîr, tevî Mam Sefo û çend kesên din ên girs ên simbêl û rîhpalik, li pey min, li pê rawestiyabûn. [967 uzun_hawar] Çima ew hatibûn meclîsê, ez pê nizanim, lê ew li wir bûn! [968 uzun_hawar] Ez veciniqîm û bi carekê rabûm ser piyan. [969 uzun_hawar] Mîrê bejnzirav û umirciwan ko bi awirê xwe aramiyek, rêz û rêzdariyek direşand doraliyê xwe, dikeniya. [970 uzun_hawar] Bêje min xorto, ev strana kê ye, tu dibêjî? [971 uzun_hawar] Strana min e, Mîrê min, min, bi şermzarî, gotê. [972 uzun_hawar] Naxwe te li hev aniye? [973 uzun_hawar] Herê. [974 uzun_hawar] Kengî te ev strana delal çêkir? [975 uzun_hawar] Niho... [976 uzun_hawar] Çaxa min gotê »niho,« ew û kesên pê re keniyan. [977 uzun_hawar] Dîcla ko tu çêl lê dikî, kî ye, çi ye? [978 uzun_hawar] Ez im... [979 uzun_hawar] Tu kî yî? [980 uzun_hawar] Tu kurê kê yî? [981 uzun_hawar] Navê te çi ye? [982 uzun_hawar] Biro, min gotê û dewsa bersîva pirsa din, min serê xwe xwar kir û li delingên şalên xwe ko ji erdê diçûn, nihêrî. [983 uzun_hawar] Piştî ko Mam Sefo di guhê Mîr de tiştin gotin, Mîr destê xwe bir serê min û paşê got; [984 uzun_hawar] Aferîn, dengê te zahf xweş e, lê jê re û ji gotinên te re terbiye, ders û nîzam divê. [985 uzun_hawar] Paşê jî ew vegeriya ser rîhpalikan û gote wan, [986 uzun_hawar] Biro bişînin medresê, Medresa Sor. [987 uzun_hawar] Bala min ê lê be, haya min ê jê hebe, kekê Stephan ê lê xweyîtî bike... [988 uzun_hawar] Dengê Mîr xurt bû, tê de germahî û coş, ferman û cîdiyet hebû. [989 uzun_hawar] Herçî gotinên wî bûn, ew toveke teze bûn ko Mîr, ji bo umrê min ê teres, heyata min a têkel diçand axa Cizîra Botanê. [990 uzun_hawar] Herçî gotinên min û dûmahîka tova ko dihate çandin û riya teze ya umrê min in, hûn ê wan di şevbuhêrka bê de guhdarî bikin. [991 uzun_hawar] Ez êdî westiyam, şeva Dîcleyê diqulipe û stêrên ko niha diçin ava, Stêra min tînin bîra min. [992 uzun_hawar] De min û Stêra min bi tenê bihêlin. [993 uzun_hawar] De qendîle bitefînin û herin... [994 uzun_hawar] Dengê min yanî dengê Biroyê dengbêj ko hûn ê îşev jî bibihîzin, dengê xewnên dewr û dewranên bihûrî û xem û xeyalên kevn e. [995 uzun_hawar] Dewr û dewranên bihurî, yanî wext, wexta ko li tu kesî, tu tiştî, tu zirûfî guhdarî nake û her tiştî, her kesî, her bûyerê dide ber xwe û hertim diherike. [996 uzun_hawar] Heyam tên û derin, ew diherike; mîr û beg, siltan û paşa tên û derin, ew diherike; felaket, şer, pevçûn, qetliyam, koç tên û derin, ew diherike; em, însanên basîd ko ji bo demeke kurt dibin mêvanên vê axa ko pirî caran bi xwînê tê avdan û paşê, pirî caran bêşop dibin binax, tên û derin; ew diherike. [997 uzun_hawar] Herwekî çemê me yê Dîcleyê ko bêrawest diherike û hertim, şev û roj, sal û babilîsk, li serencama me însanan şahidî dike. [998 uzun_hawar] Her roj lîstika heyatê dubare dibe, heyat ji nû ve hişyar dibe. [999 uzun_hawar] Di berbanga sibehê de tav li pey çiyayê Cûdî, bi tîrêjên xwe yên zêrîn, bi sê dengan, bang li me, însanên ko mêvanên heyatê ne, dike; ez têm, ez têm, ez têm... Bi dû re, di danê sibehê de, ew, mîna kevanekî vekişiyayî, li ser gopikên zincîra çiyayan, bi rengekî helesor, bi ronahiyeke bêpayan, mîna keskesorekê, diçirûse. [1000 uzun_hawar] Bi rengên tavê ko rengên heyatê ne jî, heyat hişyar dibe, dar û ber xwe dixemilînin, însan, mîna min ko bi firteke avê û bi çend lib mewîjan dest bi roja nû dike, mîna we ko bi dengê zar û zêçan û bi dest û tiliyên nermên jin û keçan hişyar dibin, çemê Dîcleyê ronahiya tavê hembêz dike û kirasekî ji kirasên xwe yên bêhejmar ko bi rengê tavê hatiye hûnandin, li xwe dike û axa abadîn bi saya tîrêjên tavê, ji nû ve, bi bîhnên abadîn ên heyat û dinyayê difûre. [1001 uzun_hawar] Gava danê sibehê diqulipe ser nîvroyan û tîrêjên tavê di navbera kevanên pira Cizîrê re xwe dirêjî avê dikin, hingê êdî dinya û heyat di nav ronahiya boş de ye û xwe dişo, bi gotineke din, xwe ji curim û gunehên xwe paqij dike. [1002 uzun_hawar] Meriv bawer e ko ew zîndeyî û xurtiya tîrên tavê yên nîvroyan îlelebet e, lê sed mixabin, ne welê ye, mîna her tiştî, piştî seyrana ronahiyê, tav di ser çiya, çem, gelî, newal, deşt û beriyan re diqulipe milê din ê asimanan û ji hêz û quweta xwe dikeve. [1003 uzun_hawar] Danê êvaran, berî ko hingura êvarê dakeve, li milê rojava yê çemê Dîcleyê, li pey çiyayên bilind, tîrêjên tavê ko êdî qels û jar in, dîsan bi rengekî helesor xwe dixemilînin û hêdî hêdî winda dibin. [1004 uzun_hawar] Lê berî ko tav ji me xatir bixwaze û li pey çiyan winda be, mîna bûkeke nazdar ko bi gavên giran û bi şermokî dikeve mezelê gerdegê, careke dawîn li me însanan û dinyayê vedigere û bi sê dengan bang li me dike; ez derim, ez derim, ez derim. [1005 uzun_hawar] Tav dere, stêr tên, bêhejmar, bêpayan, boş. [1006 uzun_hawar] Asiman duqilipe ser bixêriyekê ko tê de pêtên êgir, bêrawest, diçirûsin. [1007 uzun_hawar] Stêr, mîna rêberên şevê, rê li ber heyvê, banûya şevan, evîndara keserkûr a royê û hukimdara reşahiya şevê, vedikin û heyv, bi tevgerên aram, giran, nazenîn tê û cîhê xwe yê giranbiha di qata asimên de werdigire. [1008 uzun_hawar] Ronahiyeke din ko bi ronahiya tavê naşibe, li hember dinya û heyatê, radibin govendê; Komika Sêwiyan ko mîna siwarên şevê ji rojhilatê hiltên, Tirmê Mexilan, ev heft stêrên xweşik ko bi hev re neqşeke zêrîn di sînga asimên de dihûnin, Leyl û Mecnûn ko hertim yek li rojhilatê, ya din li rojavayê diçirûsin, Çerx û Felek ko di gewriya asimên de rêzeke gewher tînin pê, Dûpişk ko bi dûpişkan dişibe û hertim li rojhilatê ye, Pîr û Mizên ko mîna tavê ji rojhilatê serî hildidin û li rojavayê dihelin, Kerwankuj ko piştî nîvê şevan dixurice û Qurux ko di destê sibehan de li rojhilatê diyar dibe, ev stêr hemû, ji bervajiyê tavê ko hukimdara tekane ya rojê ye, bi hev re, bi hevkariyeke têkûz a qayideyên tebiyetê, serkêşiya govenda şevê dikin. [1009 uzun_hawar] Şev perda xwe ya zêrhêlî ko bi kela heyvê û govenda stêran diçirûse, vedigire ser dinya û heyatê, hemû west û keft û lefta rojê ji holê radike û dinya û heyatê dixe nav xeweke şêrîn û wewneke rengîn, da ko di berbangeke nû, xurt û zînde ya sibeheke nû de, dîsan, xatir bixwaze û here. [1010 uzun_hawar] Çaxa heyv û stêr êdî xatir dixwazin û derin, tav jî, bi tîrêjên xwe yên çîk î zer, dîsan, li pey çiyayê Cûdî serî hildide û bi sê dengan bang li dinya û heyatê dike; ez têm, ez têm, ez têm... [1011 uzun_hawar] Çerxa dinyayê, herweha bi hatin û çûyina roj û şevê, hefte û mehan, sal û sedsalan, dizivire, em jî tê de, ez jî tê de. [1012 uzun_hawar] Kurd dibêjin, heta xwe nas kir, umrê xwe xelas kir. [1013 uzun_hawar] Niha, di xelasiya umrê xwe de, ez hew roj û şevan, meh û salan dihijmêrim. [1014 uzun_hawar] Êdî ne qaxû, şik, guman û lez û beza rojane, ji bo min, hene, ne jî xwestek, miraz û xeyalên weha. [1015 uzun_hawar] Mîna berfendeyeke xurt ko xwe ji sînga çiyan rizgar kiriye û ber bi geliyên bêbinî gêr dibe, min jî xwe ji zîncirên wextê û nîrên ko wext li stûyê însanan dike, rizgar kiriye û mîna berfendeyekê ber bi geliyên xewn û xeyalên xwe yên bihurî gêr dibim. [1016 uzun_hawar] Herwekî vî çemê Dîcleyê ko niha, çend gav ji me bi dûr diherike; ji çerxa wextê rizgar, ji hemû barên wextê azad, ji hemû kesp û kospên wextê serbest, lê di eynî wextê de di nav hemû dewr û dewranan de, pê re. [1017 uzun_hawar] Belê mîna Dîcleyê ko di nav pêlên wî de do, bi dengên bihurî, bi xuşexuş, xwe bi îro; îro, bi dengên têkel ên îro, bi guregur, xwe bi sibehê digihîne, hemû dewr û dewran, tevî hemû reng, deng û tahmên xwe, bi hev re, carina tevîhev û serûbin bûyî, carina li kêleka hev û bi dûzan û aheng, diherikin û pergal û serpêhatiya heyata min, heyata we, heyata ehlê der û dorên çêm tînin pê. [1018 uzun_hawar] Êdî ne kêfxweşî, ne keser, ne hêvî, ne jî şikestina xeyalan ji bo min maye. [1019 uzun_hawar] Ne mal û milk, ne şan û şohret, ne malbat û zarok, ne hesab û kitab, ne hatin û menfeat... Heta berî niha bi çend mehan, ji hemû tiştên min ên heyatî ko li ser riya heyata min a fetloke yek bi yek winda bûn, du tiştên min mabûn; Stêr û dengê min. [1020 uzun_hawar] Stêr çû, heliya û xuricî. [1021 uzun_hawar] Dengê min jî êdî diçe. [1022 uzun_hawar] Çu tiştê ko êdî min bi vê heyata kambax ve girêbide, nîn e û nema. [1023 uzun_hawar] Tevî ko çerxa wextê li dijî bîranîn, xewn û xeyalan e, niha êdî bi tenê tevgera xewn û xeyalan, herikîna wan a bêrawest heye û maye. [1024 uzun_hawar] Hedefa min, îro, êdî bi tenê ev e; ez bikaribim xwe bigihînim binê geliyê xewn, xeyal û dengên bihurî û wan veguhezim îro, heye ko peregende û tevîhev, bigihînim we, nifşên nû, dengên dewr û dewranên bê. [1025 uzun_hawar] Niha ez, bi tenê, ji bo vê yekê, dil dikim ko hinekî din bijîm, bêyî çu mebesteke heyata rojane, bêyî çu haletekî însanî mîna hesûdî, zikreşî, kîn û nefretê ko însanan dike dîlê xwe, lê belê hê jî bi hez û evîna gotin, vegotin û bihîstinê, bi bihîstina dengên xewn û xeyalên bihurî û bi bîrbirina tevger û lebatên rojên bê, xetên sereke û kitekitên wan ên xweş-nexweş, çê-neçê yên rojên bihurî, yên rojên bê, çend roj, çend hefteyên din bijîm, – mîna çemê Dîcleyê ko her tiştî dibîne, dibihîse û bi dengê xwe yê xas, bi xuşîna xwe vedibêje, mîna axa ko carina bi tava germ, diyar, zelal, leylan dide, carina di nav mij û dûmanê de veşartî, nexuya, carina mîna rengên teyrê tawis rengîn, bi şox û şeng, carina mîna çîrokên Tewratê xizîn, bi keser û jan. [1026 uzun_hawar] Hema çi bigire her şev, piştî ko wawîk û kundên şevê jî êdî dengê xwe dibirin, mîna ko hin deng bangî min dikin, ez hişyar dibim. [1027 uzun_hawar] Dinya hê tarî ye, stêr neçûne ava, tîrêjên tavê hê bangî dinya û heyatê nekirine û keleberbanga sibê hê neavêtiye. [1028 uzun_hawar] Bi qasî bîhnekê di nav cîhan de rûniştî, ez firtek av vedixwim û çend lib jî mewîj davêjim devê xwe. [1029 uzun_hawar] Ji dengê çêm pê ve çu deng nayê bihîstin. [1030 uzun_hawar] Ez xwe didim hev, radibim ser piyan û derim ber pencerê, da ko li çêm, li hawîrdor binêrim. [1031 uzun_hawar] Ez li dengan digerim, dengên ko di xewnên min de bûn û ez hişyar kirim, gelo ew li kû ne? [1032 uzun_hawar] Di nav çêm de? [1033 uzun_hawar] Pê re? [1034 uzun_hawar] Yan jî dengê çêm bi xwe? [1035 uzun_hawar] Çem li wir, ji min bi qasî sed lingan dûr, li ser rûyê wî çirûskên stêran ko vêdikevin û vedimirin, nazenîn diherike. [1036 uzun_hawar] Piştî ko ez li çêm ko her û her navenda qedera min e, fedikim, hingê ez têdigihêm ko dengên ko ez hişyar kirime, ne li hawîrdor, lê belê li heşê min in. [1037 uzun_hawar] Deng, gotin, kelam, stran, serpêhatî, destan, rîwayet, hedîs, lawij, dua, çîrok, beyt, rêz, hemû bi hev re, di heşê min de olan didin da ko riyekê bibînin û xwe ji min rizgar bikin, xwe bi ronahiya dinyayê bigihînin. [1038 uzun_hawar] Her çawan ko kulîlka berfînê zikê axê, qeşa û berfê diçîrîne û di seqema zivistanê de serî hildide, her wisan dengên ko di heşê min de ne, dixwazin serî hildin. [1039 uzun_hawar] Deng bang li min dikin, divê ez xwe bi wan dengan bigihînim, wan ji binê geliyê kûr ê xewn û xeyalan derbînim, wan li hev bînim û ji wan gotineke nû, serpêhatiyeke nû pêk bînim. [1040 uzun_hawar] Gotineke nû ko tê de hem rastiyên min û we hene hem jî xewn û xeyalên min û we. [1041 uzun_hawar] Xewn û xeyal mîna hespekî rewan e ko dest bi bezê kir, êdî gelekî zehmet e ko meriv bikaribe rê lê bigire. [1042 uzun_hawar] Mîna her hespê çê ko zengûyan nagihîne xwe, hespê xewn û xeyalan jî rê li ber xwe rast dike û bi gotinên têkel, çê-neçê, kirêt-nekirêt, bedew-sivik, bilind-nizm, şêrîn-neşêrîn, xurt-qels dibeze. [1043 uzun_hawar] Rast e, gotina xweş, bihara dilan e, lê her biharê jî zivistanekê heye, her biharek li pey zivistanekê ye. [1044 uzun_hawar] Ji lewre hespê xewn û xeyalan bi gotinên xwe carina dilan bi ken û henek dikelînin, carina jî bi keser û jan disotînin, carina deng û gotin dibin hingiv ko meriv jê têr nabe, carina dibin jahr ko meriv jê xelas nabe, carina mîna tîrêjên tavê hêvî û xwestekan hişyar dikin, carina jî mîna stêrên ko dirijin, coş û heyecanê divemirînin. [1045 uzun_hawar] Hespê xewn û xeyalan çav natewîne, her û her, bi sê dengan, bang li siwarê jîr dike. [1046 uzun_hawar] Çavê min ê sax li ser ava zêrîn ê çêm, dil û mêjiyê min ber bi geliyê kûr ê deng, xewn û xeyalan ko di heşê min de veşartî ye, ez xêrhatinî li tîrêjên yekemîn ên tavê dikim û xwe berdidim binê geliyê, dikevim nav dengan, nav xewn û xeyalên bihurî. [1047 uzun_hawar] Li wir ez carina bi tenê me, carina bi dehan, sedan, hezaran dengan re me, carina pêrgî rastiyan têm, carina derewan, carina dengên heyata min bi ser min de tên, carina dengên heyatên ko şirîkên heyata min bûn, carina şikefteke dengan li ber min dixuye, carina deryayeke bêdawîn a olan û axînan... Heta ko hespê min ê rewan ji bezê dikeve, heta ko dinya ronî dibe û deng ronahiya dinyayê dibînin. [1048 uzun_hawar] Fermo, eve jî çîroka min û deng, xewn û xeyalan e. [1049 uzun_hawar] We xwest, ez ê jî bibêjim. [1050 uzun_hawar] De tasa min tijî av bikin, qutiya cixarê, heste û xwelîdankê bînin û deynin kêleka nivînên min, deriyê dilê xwe vekin û li dengên ko di berbangên sibehên çemê Dîcleyê de li hev hatine, guhdarî bikin. [1051 uzun_hawar] Dengê Medresa Sor ji dengên têkel hatibû pê; dengê seydayên xwedî îlim û îrfan, dengê feqehên ko li ser riya îlim û îrfanê bûn, dengê şagirtên ko hê haya wan ne ji îlim û îrfanê hebû ne ji çerxa felekê, dengê bangvanê mizgeftê ko rojê pênc caran hemû taxa Medresê tijî dikir, dengê pêşnimêj ko bi rêz û rêzdarî, rêberî li ehlê ko dihatin mizgeftê dikir, dengê qutabiyên ko diketin hicreyên Medresê û tê de li Xwedayê alemîn difikirîn û dersên xwe jiber dikirin, dengê kahniya hewşa Medresê ko hertim bi xuşexuş diherikî, dengê ayet, hedîs û dersên ko ji mezelên bêhejmar ên Medresê bilind dibû, dengê xwendina dersan ko ji dersxanan derdiçû û dengê fatîheyên ko hertim ji gora Melayê Cizîrî vediguhezî Medresê... [1052 uzun_hawar] Di wexta me de, Medresa Sor, yek ji navendên herî girîng ê îlim û îrfanê yê hemû Mezopotamya jorîn bû. [1053 uzun_hawar] Medreseyên kurdan nas in, medreseyên welatê Mikusê, ko ya herî meşhûr medresa Mîr Hesenê Welî ye, medreseyên Westanê, Xeydayê, yên bajarên Çolemêrg, Bazîd, Farqîn, Amed, Çepexçûr, Sêrt, Mûş, Bêdlîs, Norşîn û gelek deverên din, hem bi nav û deng in hem jî warê zanîn û îlim in. [1054 uzun_hawar] Lê belê di nav wan de, bi qasî ko ez dizanim, ya herî navdar û herî girîng Medresa Sor e, ko bi destê mîrên welatê Cizîra Botan ava bûye û hertim bi alîkarî û çavneriya wan heyata xwe dewam kiriye. [1055 uzun_hawar] Ji bilî Medresa Sor hin medreseyên din ên navdar ên Cizîrê mîna Medresa Mîr Evdal û Medresa Sulêymaniyê jî hene. [1056 uzun_hawar] Lê Medresa Sor, bi avahiya xwe ko ji qermîtên sor ên hûnandî avabûbû, bi tirbeyên xwe yên muhîm ko ji bo hemû welatê kurdan muhîm bûn, bi alîm û seydayên xwe yên bijarte ko li hemû welatên Rojhilat xwedî nav û deng bûn, bi terbiya xwe ya mîna pola ko şev û roj, sal donzdeh meh dewam dikir û perwerdeyiya xwe ya mîna hevrêşim ko ji çend sed salan û bi vir de her û her li dar bû, bi hewşa xwe ya fireh ko hertim şên û geş bû, bi eywanên xwe yên hûnik ko bi sitûn, kemer û kevanên xwe ko celebeke taybetî ya avahiyê dianin pê, bi kitabxanaya xwe ya dewlemend ko di hemû cîhana îslamiyetê de navdar bû, bi rehle, ref û hicreyên xwe yên biçûk ko di zikê dîwaren de vekolandî bûn, bi mizgefta [1057 uzun_hawar] xwe ya neqişandî ko li ser riya hevrêşim ko ji welatê Romê heta Çîn û Maçînê diçû, qonaxeke esasî bû, bi nivişt, hedîs û gotinên bijarte yên rêzdaran ko li dîwarên Medresê kolayî bûn, bi dîwarên xwe yên çikî sor ko di berbang û hingoran de bi şewqeke sor dibiriqî, bi gorên Melayê Cizîrî û malbatên mîrekiyê ko li hemû herêmê ziyaretgehekî nas bû, bi pencereyên xwe yên fireh ên çaxkirî ko tîrêjen tavê tê re dirêjî hundir dikirin û hertim şewqeke zêrîn direşand hundirê dersxanan, bi mêvanxana xwe ko ji çend mezelan hatibû pê û her şev tê de civata seyda, alîm û zanayan digeriya, bi mezelên xwe yên bîhnvedan û razanê ko hertim hûnik û bêdeng bû, bêpayan bû. [1058 uzun_hawar] Medresa Sor ko bi xwe jî mîna kelehekê bû, ne dûrî keleha Cizîrê û qesra Mîr bû. [1059 uzun_hawar] Hinekî ji çêm bi dûr, lê nezîkî Birca Belek, qesra Mir û nêzîkî mizgefta Silêmaniyê, tirbe û mizgefta Nuh Pêxember bû. [1060 uzun_hawar] Medrese ko hertim bi şêniyan, bi mêvan, rêwî, şêx, mela, alîm û dengbêjan ve tijî bû, di nava bajêr de bû. [1061 uzun_hawar] Hertim tê de bi qasî sed, sed û bîst şagirt, bi qasî panzdeh, bîst feqe û bi qasî deh seyda hebûn. [1062 uzun_hawar] Ew hemû li wir dijiyan, wan li wir dixwarin, vedixwarin, radizan, dixwendin û terbiye dibûn. [1063 uzun_hawar] Medresa Sor ne bi tenê warekî girîng ê îlim û îrfanê bû, herweha maleke germ a malbata misilmanan bû jî. [1064 uzun_hawar] Xwarin û vexwarin jê kêm nedibû, mêvanxane hertim tijî bû. [1065 uzun_hawar] Û hemû mesrefa Medresê li ser qesra mîrekiyê bû. [1066 uzun_hawar] Hema çi bigire hemû navdarên edebiyata kevnare ya kurdî li Medresa Sor xwendibûn. [1067 uzun_hawar] Melayê Cizîrî ko bi dîwana xwe navdar bû, hem li Medresê xwendibû hem jî mamosteyê Medresê bû û li wir wefat kiribû û hatibû veşartin. [1068 uzun_hawar] Feqiyê Teyran ko şagirtê Melayê Cizîrî bû û di esasê xwe de dengbêjekî xelkê bû, ko bi şiîr û dîwanên xwe nas bû, li wir xwendibû. [1069 uzun_hawar] Li gora gotinan, seydayê Ehmedê Xanî ko destana Memê Alan qulipandibû ser şiîra manzûm û jê şahasereke mîna Mem û Zîn anîbû pê, ko me jî kitabên wî, nemaze Nûbara ko ewî ji bo me zarokan nivisîbû, li Medresê dixwendin, li wir xwendibû. [1070 uzun_hawar] Û hê gelek kesên din ên navdar ko eserên nemir anîbûn pê. [1071 uzun_hawar] Belê, cîhê ko Mîr dil kiribû ko ez lê bûma û min tê de dil, ruh û mêjiyê xwe terbiye bikira, cîhekî weha yê dengên têkel ên sebir, xîret, metanet û manewiyatê bû. [1072 uzun_hawar] Aqil ko taca zêrîn bû û di serê herkesî de nîn bû, li Medresa Sor, di nav rûpelên kitaban de bû û kitab hemû li hêviya min bûn. [1073 uzun_hawar] Mîna niha tê bîra min, gava Apê Xelef di wê roja germ û ronî ya payîzê de ez teslîmî Mam Sefo kirim û Mam Sefo jî ez birim Medresê û çaxa em di deriyên zexm ên ji darê gûzan re bihurîn û min gava xwe ya yekemîn avêt dinya zanîn û terbiyê, hingê, li eywanê, berî ko Mam min teslîmî seydayên Medresê bike, wî, li nik seydayên rûtirş, bi qasî çendekê, ken li ser rûyê wî, mîna her gavê simbêlbadayî, şal û şapikên rengîn û paqij şidiyayî, bi fikir û baldarî, li min nihêrî, bi herdu destên xwe qama min a hinekî xwar rast kir, destê xwe yê rastê bir serê min û kite bi kite gote min; Biro, guhê xwe bide min, van gotinên min bike guhar û bixe guhê xwe... li ser daxwaza Mîr, îro heyata te dikeve ser riyeke nû, riyeke pîroz, gidî tu bî, tu heta mirinê vê şîretê ji bîr nekî; zanîn, kesê ko li jêr e, bilind dike, nezanî, kesê ko li jor e, nizm dike. [1074 uzun_hawar] Bêguman min, bi heyecana xwe ya zaroktiyê û heşê xwe yê xeşim, gotinên Mam û şîreta wî di demeke zahf kurt de, piştî ko ewî Medrese terk kir û çû, ji bîr kirin, lê belê ew gotin û şîret, bi dû re, car bi car, di nav rûpelên zerbûyî yên kitaban de û li ser riyên fetloke yên heyata min, hertim pêrgî min hatin, kitaban û heyatê ew hertim bi bîra min anîn û ew jî bûn mîna vî guharê guhê min û bûn perçeyên heyata min, ruh û heşê min. [1075 uzun_hawar] Dengê terbiya ruh û heşe min, heke ez rastiyê bibêjim, berî ko ez li Medresa Sor dest bi xwendine bikim, kete dilê min. [1076 uzun_hawar] Bêguman bi deng, hest, coş û alîkariya Apê Xelef ko rûyê min ber bi Medresa Sor, îlim û îrfanê zivirand. [1077 uzun_hawar] Herçiqasî Mîr daxwaz kiribû ko min dest bi xwendinê bikira jî, min dil nîn bû ko ez biçûma Medresa Sor. [1078 uzun_hawar] Herçend xelkê bi pesn çêl li Medresa Sor dikirin, ewçend jî bi xof û saw. [1079 uzun_hawar] Seydayên Medresê bi hişkahî û zalimiya xwe, feqehên wê bi rûtirşî û maxrûriya xwe, hicreyên wê jî bi tarîtî û tenêhiya xwe nav dabûn. [1080 uzun_hawar] Herkesî pê dizanîbû; tiştê yekemîn ko şagirt li Medresê hîn dibûn, ço û lêdan bû, da ko şagirt hînî dersan bibin û hemû kitêbên dersan jiber bikin. [1081 uzun_hawar] Jixwe Medrese jî, ji aliyê derve, bi dîwarên xwe yên bilind û bi qermîtên xwe yên sor ên çarçik, mîna zîndanekê dixuya, ko ji zîndana kelehê jî xirabtir bû. [1082 uzun_hawar] Çend roj bi dû wê roja pîroz a Newroz û desthilatiya Mîr re, rojekê, çaxa ez hişyar bûm, tavilê, ez ji mezelê min û Heme ko mîna her carê bi fis û tirên Heme genî bûbû, derketim û çûm nik Apê Xelef ko li axurê bû û mîheke kulek didoşiya. [1083 uzun_hawar] Straneke kevnare ko gotinên wê bi ayetên kevn ên cihû û filehan dişibiya, li ser zimanê wî bû. [1084 uzun_hawar] Carina, gava ew bi tenê dima, mîna ko ew here dinyayeke din, wî stran û kelamên welê digotin ko çu kesî ne gotinên wan bihîstibûn û ne jî jê fahm dikirin, mîna ko ew jî ji dinyayeke din hatibin. [1085 uzun_hawar] Li axura bêdeng ko jê bîhneke giran a tirşokî dihat û însên jê hinekî saw digirt, ez jî, bêdeng, li kêleka wî, li ser totikan, rûniştim, min elbika şîr hinekî din bir bin guhanên mîhê û guhê xwe da ser stran û maqamê wê ko gelekî ji maqama stranên ko me dizanîbûn cihê bû. [1086 uzun_hawar] Aşiq û maşûq mifte di dest e Me miraza xwe ji wan dixweste Ewan miraza xwe bi heqî dixweste... [1087 uzun_hawar] Piştî ko wî strana xwe got û elbik heta nîvî tijî şîr kir, bêyî ko ji hev re tiştekî bibêjin, em rabûn ser piyan û derketin derve. [1088 uzun_hawar] Deriyekî axurê rasterast vedibû hundirê malê, lê Apê Xelef îcar di deriyê derve re derket. [1089 uzun_hawar] Li derve ronahiyê leylan dida, asiman zelal, ava çêm zelal, hawîrdor zelal bû. [1090 uzun_hawar] Piştî ko me bi qasî çendekê li dora xwe nihêrî, em zivirîn aliyê malê ko dîwar û pencereyên wê bi tîrêjên yekemîn ên keleberbanga sibê û bi şewqa zer ko ji ava aram a danê sibehan a Dîcleyê dirêjî hawîrdor dikir, dibiriqî. [1091 uzun_hawar] Li hundir, em li hember hev, li kêleka pencerê, li ser doşegên rengîn ên rîsîn rûniştin, rûyê me bi tîrêjên tavê ronî, hê jî xew li ser çavê me, bi qasî kêliyekê bêdeng, me li hevûdu nihêrî. [1092 uzun_hawar] Apê Xelef, dîsan bi pitepita stranekê, tawika xwe tijî şîr kir, nanê tisî yê hişk tê de hûr kir û bi kevçiyê xwe yê darî dest bi xwarinê kir û ji min pirsî, [1093 uzun_hawar] Xorto, ma tu jî naxwazî? [1094 uzun_hawar] No, min gotê û min rûye xwe jê zivirand û di pencerê re li çemê zelal ko bi rengên keskesorekê şewq dida, nihêrî. [1095 uzun_hawar] Çi ye? [1096 uzun_hawar] wî pirsî, çi derdê te heye? [1097 uzun_hawar] Mîna ko wî fahm kiribe ko ez li tiştekî difikirîm. [1098 uzun_hawar] Apo, ez ê tiştekî bibêjim, lê mexeyide, min bi dengekî gelekî nizm gotê. [1099 uzun_hawar] Na, kurê min, bibêje, ez ê nexeyidim, çima ez ê bixeyidim? [1100 uzun_hawar] Apê Xelef, min dil nîn e ko ez herim Medresê, bêyî ko ez lê binihêrim, min jê re got. [1101 uzun_hawar] Ez naxwazim bibim mela yan jî seyda, ez dixwazim, mîna te, bibim dengbêj, bibim şivan... [1102 uzun_hawar] Li ser gotina min, Apê Xelef ko heta hingê gelekî cidî bû, bi qasî çendekê keniya û paşê dîsan, ji destpêkê, dest bi wê strana êxur kir, [1103 uzun_hawar] Mêr û melekan dan medehan Û xasêt nava qubehan Ronahî dabû berê sibehan... [1104 uzun_hawar] Min li rûyê qermiçî yê şivanê mîrên botiyan nihêrî, rîh û simbêlen wî spî dikir, eniya wî bi xêzên umrekî neçar û kal tijî bû, ji ber ko hema çi bigire diran di dev de nemabû, lêvên wî li ser hev siwar bûbûn. [1105 uzun_hawar] Demarên qirika wi, mîna ko ew li der bin, sor dikirin. [1106 uzun_hawar] Lê belê çaven wî mîna çavên zarokekî biçûk dilîstin, bi coşa destê sibê, bi heyecana stranê, bi kela jiyîna heyatê... Na, ez fikirîm hingê, Apê Xelef ne şivanekî xirab bû, ji bervajî ew, bi wexta ko her û her diherikî, bûbû şivanekî yekta, hosteyê şixulê xwe û zanayê dengan. [1107 uzun_hawar] Lê bêguman hostehî û zanahiya wî, bi keda salan û xîreta umrekî hatibû pê, di pey şagirtî, xeşîmî, nezanî, şaşî û kêmaniyan re hostehî hatibû, xirecirên vala, kar û şixulên rojane, pêwendiyên bêmane, tiştên bêkêr, wextên bêkeys hemû li pey mabû û bi tenê tiştek di heyata Apê Xelef de mabû; şivanî, bilûr, stran, deng û gotin. [1108 uzun_hawar] Kêfxweşiya wî ya heyatê, êdî piştî ko bêrîvanan jê xatir xwestibûn, bi tenê ew bûn; berxeke nûzayî ko bi destên hoste yên Apê Xelef, cara yekemîn, pê li erdê dikir; straneke nûçêbûyî ko wî bi hinceta dawet û dîlanê yan şîn û tahziyê li hev anîbû, kelameke kevnare ya însaniyetê ko ji bîr bûbû û bi dengê Apê Xelef vediguhezî nifşên nû; giyayekî nûhêşînhatî ko nîşana heyatê û miyeseriya pêz bû; gotineke kemilî ko tê de germahiya însanî hebû û meseleyeke xweşlihevhatî ko guhdaran her dixwestin lê guhdarî bikin. [1109 uzun_hawar] Ji bilî van ne mal û milkê dinyayê, ne şan û şoreta wê, ne jî xirecir û keftûlefta wê xema Apê Xelef bû. [1110 uzun_hawar] Zerikek şîrê teze ko ji guhanên tijî yên mîheke qerqaş dihate dotin, pariyekî nan ê teze ko bi destê pîrejinên cîran li argûnan dihate pijandin, bilûreke spehî ko ji dewr û dewranên stranên kevnare yadîgar mabû, şêniyekî dilsoz ko hewcedariya wan bi gotina Apê Xelef hebû, guhdarekî bimeraq ko mîna we dixwest deriyê dilê xwe li ber serpêhatî û destanan veke, evîneke germ a bêrîvanekê, ya axa welatê Dîcleyê, ya berbangên sibehê, ya borîna beranekî qert, ya binevşeke nûbişkovî ko hemû perçeyên biçûk ên heyata Apê Xelef bûn û gotineke nerm ko deriyê dil û ruhan vedikir... heyata Apê Xelef ji van hatibû pê. [1111 uzun_hawar] Apê Xelefê ko hîç nediguherî, heke em diranên wî ko roj bi roj kêmtir dibûn, lingê wî yê kulek ko roj bi roj dijwartir dibû û xûzîka wî ko roj bi roj pişt lê xwartir dikir, nehesibînin, hîç kal nedibû, car bi car, weha gotibû min, kurê min, hezar riyên hînbûn û zanînê hene, lê belê, ji bo ko tu bikaribî xwe bidî ser riya zanînê, te hêsanî, zelalî û sadebûn divê. [1112 uzun_hawar] Şixulê te çi dibe, bila bibe, lê divê ew zelal, sade û hêsan be, eger xelk ji te, ji şixulê te, ji gotina te fahm nake, hingê divê tu bizanibî ko tu ne hostehê şixulê xwe yî; hostehî ji tevîheviyê zelalî û sadebûnê, ji zehmetî û zorê jî hêsanîbûnê derxistin e; zelalî, sade û hêsanbûn li pey çiyayên zor û zehmetan e, eger tu hilkişiyayî çiyan û te xwe ji gopikên wan ko di nav mij û dûmanan de ne, bera jêr da û te xwe ji mij û dûmanê rizgar kir, hingê tu hoste yî... Eger ez dikenim, dilîzim, distrêm, li bilûrê dixim û bi hêsanî dipeyivim, tu bawer meke ko min di jiyana xwe de zehmetî, dijwarî, zor û kirêtî nedîtine, ji bervajiyê, hemû jiyana min di nav neçarî, zehmetî û kirêtî de bihurî. [1113 uzun_hawar] Min zahf mirin û kuştin, qetl û qetliyam, bindestî û bêgavî dîtin û jiyam. [1114 uzun_hawar] Lê min hertim hewl da ko ez xwe bi zelalî, sadehî û hêsanîbûnê bigihînim, ji lewre min ji dudilîbûn, tirs, sûzenî, şik, tiralî, sersarî, tembelî, hesûdî, pozbilindî, zexelî, şixulên derewîn û fortên vala rû bada. [1115 uzun_hawar] Min hertim xwe da ser riya şixulê ko ez dikarim pê rabim, hevalên ko ez dikarim pê re bim, gotina ko ez dikarim jê zelalî û kêfxweşiyekê bînim pê... Tu bî, tu vê yekê çu carê ji bîr nekî, tu gotina min bikî gustîr û têxî tiliya xwe... [1116 uzun_hawar] Gustîrên Apê Xelef û guharên Mam Sefo ko riya zanîn û terbiya ruh û heş li ber min vekirin... [1117 uzun_hawar] Wê berbangê min li rûyê Apê Xelef ko bi erdekî nûçotkirî dişibiya, nihêrî û ez li ders û tecrubeyên wî fikirîm. [1118 uzun_hawar] Xorto, tu çi diponijî? [1119 uzun_hawar] Ewî got û ez ji dinya xem û xeyalan vegerandim nik xwe. [1120 uzun_hawar] Apo, ez ê çima donzdeh an jî panzdeh salan li wê medresê ko mîna zîndanekê ye, bimînim? [1121 uzun_hawar] Dewsa ko ez jî mîna te li deşt û zozanan bim, li bilûrê xim û bistrêm? [1122 uzun_hawar] Hingê wî bi qasî kêliyekê li min, bi baldarî, nihêrî, taweka xwe bir devê xwe û şîrê ko tê de mabû, vexwar û tiştekî ko ez hîç li hêviyê nebûm, ji min pirsî; Biro, ev strana ko min niha got, strana çi bû? [1123 uzun_hawar] Stran bû, min gotê, da ko ez bersîvek, lê bersîveke tewş bidimê, strana şivanan bû. [1124 uzun_hawar] No, ewî, gelekî cîdî, gote, no kurê min, no, strana şivanan ji bo mîh, berx, bizin, nêrî, kahr, beran, gîsk û celebên din ên heywanan e, ev strana ko min niha gote, di esasê xwe de, ne stran e. [1125 uzun_hawar] Ew, diwa ye, diwa merivan, diwaya ronahiyê, berbanga sibê, diwaya me yêzidiyan. [1126 uzun_hawar] Bi gotina wî re bêdengiyek hate pê, dinya ko nû hişyar dibû, jixwe aram bû. [1127 uzun_hawar] Ne Gulîzera gulî reşik hê hişyar bûbû, ne jî Hemeyê fistûj. [1128 uzun_hawar] Zincîra çiyayên abadîn li dûr di nav mij û dûmanê de, mîna efsaneyên kevnare ko hertim li ser zimanê Apê Xelef bûn, dixuyan, Çemê Dîcleyê bi nazenîn xwe li ba dikir û ber bi jer diherikî. [1129 uzun_hawar] Heyatê li derve jî dest pê kiribû, li pey çêm, di navbera çiya û çêm de, kerwanekî dirêj ko ji hesp, ker û deveyan hatibû pê, ber bi aliyê welatê Mûsil û Basrayê bi rê ketibû û ji bajêr bi dûr diket. [1130 uzun_hawar] Çend segên tiral li qiraxên çêm baz didan û dilîstin. [1131 uzun_hawar] Qaz, werdek, mirîşk û dîk, peregende, bi dirêjahiya çêm re, herwekî ko ew jî mîna Apê Xelef kulek bin, digeriyan. [1132 uzun_hawar] Siwarekî li ser mehîneke mezin ko cahniya wê jî li pey bû, ber bi çiyan hildikişiya. [1133 uzun_hawar] Refekî teyrên mezin ên qulingan jî her wisan ber bi wî alî, li asimana çikî zelal difiriyan. [1134 uzun_hawar] Min Apê Xelef ko hema çi bigire hertim bi kêf bû, çu carê ewçend cidî û bêdeng nedîtibû. [1135 uzun_hawar] Biro, wî disan dest bi axaftinê kir û got, ji bîr meke Biro, navê te ji Brahîm Pêxember tê. [1136 uzun_hawar] Nave te pîroz e, hem navê pêxemberekî hemû dînan e, hem jî bira û hîm e. [1137 uzun_hawar] Navê te, hîmê biratiyê ye. [1138 uzun_hawar] Hemû dîn bira ne, Xwedayê alemîn, bi gotina me, Yezdanê dilovanê dilovîn, yek e, hemû dîn jî pê re ne. [1139 uzun_hawar] Çi yezidî, çi misilman, çi file, çi cihû. [1140 uzun_hawar] Navê te tîmsalê hemûyan e... Lê belê divê tu tiştekî hîç ji bîr nekî, em, tu jî tê de, yezidî ne. [1141 uzun_hawar] Herçiqas li mala me Qurana kerîm hebe û navê Heme ji Mihemed, resûlê Xweda, were jî, em êzidî ne, xwediyê dînê hemû dînan, zimanê hemû zimanan, kitaba hemû kitaban... Bav û kalên me weha digotin, Yezdanê dilovan bi zimanê me yê şêrîn axiviye, ji lewre, kitaba me Mishefa Reş bi zimanê kurdî dahatiye... Lê belê Yezdan yek e; dilovaniya wî yek e; rehmet, wijdan, merhemet, nûr, germahî, rindî yek e; şev dikarin reş, asiman girtî û heyam cûn bin, lê berbanga sibehê hertim yek e, berbangeke nû, teze, zelal û sade; rê dikarin gelek bin, lê deriyê zanîna ruh û dil yek e. [1142 uzun_hawar] Tu here Medresê, tu dê bibînî ko Medrese dê te bide ser riyeke rast a terbiya ruh, heş û dil... [1143 uzun_hawar] Dengê gotina niviskî û dengê gotina devkî ji hevûdu gelekî cuda ne. [1144 uzun_hawar] Di dengê gotina nivîskî de ko li ser kaxizên bêruh û bêcan ên spî û zer in, gotin heye, deng nîn e, di dengê gotina devkî de ko bi tenê di bîr û heşê însên de ye, deng heye, gotin nîn e. [1145 uzun_hawar] Însan li gora daxwaza dilê xwe dengekî dide gotina niviskî, lê herçi gotina devkî ye, ew pêşî deng e û bi dû re, çaxa deng ji devê însên derdikeve, dibe gotin. [1146 uzun_hawar] Gotina nivîskî hazir e û li ber we ye, hûn wê dixwînin, werdigirin, hînî wê dibin û wê digihînin heşe xwe. [1147 uzun_hawar] Gotina devkî nîn e, hûn wê ji heşê xwe derdixin, diafirînin, heyat didinê, bi alikariya dengê ko ji devê we derdikeve, bi maqam û şêweyekî xas, hûn wê vediguhezînin kesên hemberî xwe, mîna ko ez niha dikim. [1148 uzun_hawar] Di van herdu celebên gotinê de, ji deng pê ve, her tişt vajî hevûdu ye. [1149 uzun_hawar] Bi tenê deng wan digihîne hevûdu. [1150 uzun_hawar] Ji ber ko di heyata însên de her tişt bi dengan ve giredayî ye; bi dengekî mîna qîrînê hûn tên dinyayê, bi dengekî mîna axînê hûn ji dinyayê koç dikin, di navbera van herdu dengên ko destpêk û kutahî ne de, bi qasî umrê xwe, hûn dipeyivin û pêwendiyan datînin, derin û tên, dixwin û vedixwin, însanan dinasin û bi wan re dijîn, ders û tecrubeyên heyatê werdigirin û digihînin însanên din, fêr dibin û fêr dikin, dikenin û digirîn, diqîrin û dilorînin, dihebînin û dihewînin... û bi alîkariya dengan her tiştî dikin. [1151 uzun_hawar] Gava însan hosteyê dengan be, hingê her celeb deng bi hêsanî diqulibin ser gotinan, geh ser gotina devkî, geh ser ya niviskî. [1152 uzun_hawar] Çaxa Mam Sefo ez birim Medresa Sor û min li wir dest bi xwendinê kir, hingê, cara yekemîn ez di heyata xwe de pêrgî gotina niviskî hatim. [1153 uzun_hawar] Rûpelên defter û kitaban li ber min vebûn, herfên mihemedî ko ji herfên kitabên kitabxana Mam Sefo cuda bûn, li ber min dest bi govendê kirin û min ji wan herf û gotinên ko ne zindî bûn, dengekî û heyateke zindî afirand. [1154 uzun_hawar] Roj û heyamên ders û dersxanan, xwendin û kitaban êdî dest pê kiribû. [1155 uzun_hawar] Di dersxaneyeke biçûk de ko hertim ronî bû û tîrêjên tavê di caxên pencereyan re xwe digîhandin hundir, tevî heft zarokên din ko zarokên malbatên giregiran bûn û her yek ji devereke Cizîra Botan dihatin, cil û bergên min nû, porê min bi hevringa dirêj û ko ya Apê Xelef qusiyayî, guharekî nû yê zêrîn ko Mam Sefo mîna yadîgara Mîr dabû min, di guhê min ê rastê de, li kêleka pencereyekê ko li hewşa fireh a Medresê ko hertim paqij û maliştî bû, dinihêrî û kevanê wê mîna heyva çardehê mehê ko nû hilhatiye, xweşik û spehî, rehleyeke kevn ko şagirtên berî min tê de bi kêr û çaqûyan hin herfên ko diviya herfên navê wan bûya, kolandibûn, li ber min, çavê min ê sax geh li ser hogirên min ên dersê, geh li ser gul û kulîlk an jî kahniya hewşê, di heşê min ê tevîhev de bi sedan, heye ko bi hezaran deng, min dest bi dersan kir. [1156 uzun_hawar] Pêşî, bi hezar zehmetî û teşqelê, bi qîreqîr û xirecir, bi şiva darê hinaran ê feqehê min ê bêbav ko navê wî Evdilstar bû, ez hînî elifbêya erebî bûm. [1157 uzun_hawar] Evdilstar ko gava min şiva wi dît, tafilê, navê wî qulipand ser Ya Star, bi destxeteke xweşik, li ser kaxizeke spî, herfên mihemedî, yek bi yek, nivisî û ew yek bi yek, lê car bi car, roj bi roj, hefte bi hefte, bi mirûzekî tirş û bi sebreke fireh, hînî min kir; elîf, bê, tê, sê, cîm, hê, xê, dal û herweha yên din... Herfên ko bi mûriyan dişibiyan, li ser kaxiz bûn, lê bi nêrîn, xîret û şiva Ya Star ko li kû diket jê agir diperpitand, ew dibûn deng. [1158 uzun_hawar] Bi dû herfan re gotin hatin, gotinên nivîskî ko di nav rûpelên kitaban de, bêdeng, bêpejn, bêruh nivistî bûn û li hêviya min bûn ko ez wan biqulipînim ser dengan û ruh bidim wan. [1159 uzun_hawar] Kitabên ko me dixwendin, piraniya wan bi erebî, hinên wan jî bi kurdî bûn. [1160 uzun_hawar] Ders gelek, kitab zahf, xwendin û jiberkirin bêdawîn, şiv û ço bêhejmar bûn. [1161 uzun_hawar] Li gora ders û kitaban feqehek diçû, yekî nû dihat, gotin, kitab, deng û şêwe diguherîn, lê hişkahiya seydayan, fortên melayan, bêbaviya feqehan û êşa şiv û çoyan her mîna xwe diman. [1162 uzun_hawar] Melayekî me yê rîhrîs, çavbeloq, devgirêz û zimandirêj hebû ko navê wî Sebhetullah bû. [1163 uzun_hawar] Sebhetullah ko min di cîh de navê wî jî qulipandibû ser Nehûzûbillah, ne bi tenê bi zimanê xwe yê dirêj, lê belê bi şiva xwe ya dirêj jî nas bû. [1164 uzun_hawar] Şiveke bi qasî çend mîtroyan a wî Nehûzûbillahê ko xwe ji Mîr jî mîrtir dihesiband, hebû ko bi hêsanî digihîşte goşeyê herî dûr ê dersxanê. [1165 uzun_hawar] We hay jê nîn bû ka kengî û çawan şiva mela Nehûzûbillah ê li ser serê we çirûsk bi firê xista û pêtên agir ê li ber çavê we biçirûsiya. [1166 uzun_hawar] Her cara ko çavê min li dersxanê bi Nehûzûbillah diket, min bi qîreqîr dersa xwe dixwend; Xweda yek e, bê hevrê û bê heval. [1167 uzun_hawar] Ne mezûlî ye, ne mirin, ne zewal... tefsîr, mewlûd û gelek ders û kitabên din ên xwendinê hebûn. [1168 uzun_hawar] Lê di salên pêşîn de min herî zêde ji kitaba Nûbarê ya Seydayê Xanî hez dikir û hertim ew dixwend. [1169 uzun_hawar] Nûbar, ferhengokeke biçûk bû ko Seydayê Xanî, bi kurmancî, ji bo hînbûna gotinên erebî, nivisîbû da ko şagirtên medresan ew bixwenda. [1170 uzun_hawar] Kitaba yekemîn ko min di tariya şevê û ronahiya rojê de hertim xwend û jiber kir jî, jixwe, Nûbar bû. [1171 uzun_hawar] Seydayê Xanî ko di wextê xwe de hal û hewalê Medresa Sor û heye ko hal û hewalê şivên dirêj ên kambax ko ji mêj ve, perçeyekî Medresê bûn – baş dizanîbû, kitab ji bo me zarokan lê kiribû û tê de digot, [1172 uzun_hawar] Vêk êxistin Ehmedê Xanî Navê »Nûbara biçûkan« lê danî Ne ji bo sahîbrewacan Belkî ji bo biçûkên kurmancan... [1173 uzun_hawar] Deriyên zanînê ko ez tê re bihurîbûm û ketibûm nava kahniya terbiya heş û dil, divê ez bibêjim, di eynî wextê de, heş û dilê min, di navbera gotina devkî û gotina nivîskî de perçe kir. [1174 uzun_hawar] Û ne bi tenê hewqas, herçî cîhana gotina niviskî bû, ez li wir jî perçe bûm. [1175 uzun_hawar] Di Medresê de hertim qayideyên zimanê erebî û kitabên ko çêla dînê îslamiyetê dikirin û piranî bi erebî hatibûn nivisîn, hebûn. [1176 uzun_hawar] Lê çaxa min dîwarên Medresê li pey xwe dihiştin û gava xwe davêt dinya derve, hingê qayideyên cîhaneke din li dar bûn, qayideyên bilûrvan û dengbêjan ko li ser hîmê gotina devkî ava bûbû, yên gundî û şivanan ko li ser heyateke sade ya gotina sade hatibû pê, yên ehlê bajarê Cizîrê ko ji xwendine bêtir bi gotinê heyata xwe dijiya... Û ya herî girîng jî qayideyên mala Mam Sefo ko ji hemû qayideyên din ên heyata min cihê bû. [1177 uzun_hawar] Min êdî li Medresê dixwar û vedixwar, dijiyam û radizam, lê çaxa min bixwesta, piştî dersan, danê êvaran, an jî rojê îniyan ko roja bîhnvedane bû, ez, Biroyê sêwî û kor ko li ber çavê seydayên min, hinekî tiredîn, derdiketim derve û diçûm malê û ji wir jî, mîna berê, tevî Heme û Gulîzerê, yan jî bi tena serê xwe, di ber qeraxên çêm re û di bin siya darên qedîm ên çinar, bî û berûyan de, diçûm mala Mam Sefo û diketim nava qayideyên mala ermen ko bi gotinên niviskî yên dînê Îsayê Mesîh hatibû pê û ji derve hîç nedixuya. [1178 uzun_hawar] Li hewş an jî mitbax û mezelên qata jêrîn a malê de em, ez ko ji Medresê dihatim, Migo ko piraniya caran ji dêrê dihat, Armê ko hertim li nik diya xwe bû û ji qata jor dihat, Heme ko ji nik Apê Xelef, çêrê dihat û Gulîzer ko jixwe piraniya caran li mitbaxa mala Mam Sefo bû, digihîştin hevûdu û me carina bi teşqele û xirecir, carina bi kêfxweşî û henekan, hetika hevûdu dibir. [1179 uzun_hawar] Mal mezin, mezel zahf, xizmetkar û qewraşên ko li pey me bazdana û keleporên ko me li pey xwe, peregende, dihîştin, hildana, pir bûn. [1180 uzun_hawar] Mitbax, mêvanxane, hewş, bexçeyê kêleka çêm, serşok, mezelên qewraşan, zêrzemîna malê, mezelên bîhnvedanê, evana hemû meydana me ya lîstikê bûn. [1181 uzun_hawar] Lê herî zêde min ji zêrzemîna ko însan ji aliyê hundir ê mitbaxê, bi pêpelûkine kevirîn dadiketê û hertim tarî bû, hez dikir. [1182 uzun_hawar] Gava min keys didît, lê bi şertê ko Armê yan jî Gulîzerê li nik min bûya, min xwe ji ber çavan winda dikir û ez, tevî Armêya ko mîna diya xwe hinekî merezî bû, yan jî Gulîzera ko hertim cahniyeke nûgîhayî ko hîrehîr jê diçû, dianî bîra min, bi dizîka, dadiketim zêrzemînê, warê her texlîd kûp, dîzik, elbik, kiloz, tûr, têr, telîs, kîs, sîtil, kodik, meşk ko heta dev tijî xwarin û vexwarinên şêrîn bûn. [1183 uzun_hawar] Evîna dizan şevreş, daxwaza dilê min jî tarîtiya zêrzemînê bû. [1184 uzun_hawar] Migoyê ko mîna min dest bi xwendinê kiribû û Hemeyê ko tevî bavê xwe diçû ber pêz, lê wî jî dil hebû bihata Medresa Sor, hevalên min bûn, lê cîhê Armê û Gulîzerê cihê bû. [1185 uzun_hawar] Ew ne bi tenê hevalên min, lê herweha şirîkên sirên min bûn jî. [1186 uzun_hawar] Min navê wan jî guherandibû, Armê kiribû Sosinê, Gulîzerê jî Cahniyê. [1187 uzun_hawar] Armê, sosina min a nazenîn, sosineke delal, bejnzirav û jar bû ko li qiraxên çemê Dîcleyê, di nav nêrgiz, binevş, lalezar û sosinên bêhejmar de, hêşîn hatibû û bi tava germ a welatê Mezopotamya jorîn diçilmisî. [1188 uzun_hawar] Gulîzerê, cahniya min a qemer, cahniyeke hov bû ko tûmik û bijiyên wê bi bayê çiyayên Cûdî, Herekol û Gabar li firê bû û li deşt û zozanên welatê bav û kalan, çeleng û rewan, derketibû geşt û seyranê. [1189 uzun_hawar] Yek bi dilpakî û zîziya xwe, ya din bi hebînî û kêfxweşiya xwe dilê min ê teres û zarok, bi heyecaneke xerîb û keleke ecêb, diguvaştin. [1190 uzun_hawar] Li zêrzemîna malê, me hem devê kûp û dîzikan vedikir û dixwar û vedixwar, hem jî lîstikên ko me bi wan dizanîbûn, dilîstin û yên ko me pê nizanîbûn jî diceribandin. [1191 uzun_hawar] Devê me şêrîn, dilê me germ, bedena me nerm, em diketin nav cîhaneke din ko ji hemû cîhanên din ên heyata me cihê bû û tê de bi tenê miraz û xwestek, xewn û xeyalên xeşîm ên zaroktiyê hebûn. [1192 uzun_hawar] Niha, piştî umrekî dirêj ê kambax û kirêt ko ji zelalî û paqijiya dewr û dewranên wan rojan êdî gelekî dûr e, ez dikarim bibêjim ko hingê, di wan roj û salên min ên herî xweş de, li zêrzemina tarî ko cîhaneke ronak berpêşî min dikir, cara yekemîn, min bîr bi sihêr û quweta xewn û xeyalan bir û hêdî hêdî, bi alîkariya lîstikên me ko ji xewn û xeyalan dihate pê, ez têgihîştim ko xewn û xeyaleke zelal û sade, li milekî, gelek caran, ji quweta bîr û nêrînên ko heyata me li me dikin zîndan û nahêlin em di heyata xwe de jî, nêzîkî li xewn û xeyalên xwe bikin, bi quwettir in û li milekî din jî, ji rastiyên umrê me ko çu carê ji xem, şik, tirs, dek, derew, bêgavî, bîhntengî û kirêtiyê rizgar nabin, bêtir û çêtir rast in. [1193 uzun_hawar] Lîstikên me ko hem lîstikên adetî yên welatê me bûn, hem jî yên nû yên xewn û xeyalên me bûn, zahf bûn. [1194 uzun_hawar] Ne hewce ye ko ez niha wan ko hê jî mîna ko ew do qewimîbin, tên bîra min, kite bi kite, ji we re bibêjim, lê di nav wan de lîstikên ko me herî zêde jê hez dikirin, çima ez ê tiştê ko Yezdanê dilovan pê dizane, ji we veşêrim, lîstikên ko »bilo« tê de bûn an jî çêl li »bilo« dikirin, bûn. [1195 uzun_hawar] Çaxa ez û Armê dadiketin zêrzemînê û em li wir dilîstin, carina em li ser telîsan an jî li tenişta kûpên hûnik rûdiniştin û me bîhna xwe vedida. [1196 uzun_hawar] Hingê ewê serê xwe datanî ser milê min û li hêviyê disekinî ko min jê re tiştine xweş bigota. [1197 uzun_hawar] Min texsîr nedikir, bêguman piştî xwarina şêrînahiyên kûpan, min jê re behsa gul û kulîlkan, teyr û tilûran dikir. [1198 uzun_hawar] Di esasê xwe de min dil dikir jê re stran bigotina, stranên ko min ê li hev bianiyana û tê de qala xweşî û delaliya wê bibûya. [1199 uzun_hawar] Lê min hê nikarîbû gotinên evîn û hebînê li hev bianiya, ji lewre min û wê qîma xwe bi gotinên gul û kulîlkan dianî. [1200 uzun_hawar] Herçî Armê bû, wê jî behsa diya xwe ya nexweş ko jê re kitaba Îsayê Mesîh dixwend û roj bi roj xirabtir dibû û carina jî behsa bavê xwe yê zane dikir, bavê ko bi şixulên Mîr û mîrekiyê diçû deverên dûr û gava ew vedigeriya ji Armê re cil û bergên xweşik, şekir û şêrinahiyên rindik dianî û Armê hildida hembêza xwe û jê re behsa welatên dûr, zimanên xerîb dikir û ji rûpelên kitaban tarîxa ermenan ko mîna tarîxa kurdan bi derd û keser bû, dixwend. [1201 uzun_hawar] Lê rojekê, ji lîstik û xwarinê westiyayî, li tenişta kûpekî tijî kakilê gûzan rûniştî, wê rûyê xwe yê zirav ko bi tesîra siya finda ko li ser kûpê dişewitî û ronahiyeke gelekî qels direşand ser me, hîn bêtir jar û zer dixuya, ber bi min zivirand, bi qasî kêliyekê bêdeng, li min nihêrî û paşê gote min, [1202 uzun_hawar] Mayrîg, mamî... Biro, mamî dê bimire. [1203 uzun_hawar] Kahniya aşxara wê dimiçiqe... [1204 uzun_hawar] Na keçê, min, ecizbûyî, gotê. [1205 uzun_hawar] Çima tu welê diaxivî? [1206 uzun_hawar] Mamî hew dikare Avederan bixwîne û şaragan bibêje... Nefesa wê diçike. [1207 uzun_hawar] Hayrîg çi dike? [1208 uzun_hawar] Ma Mamo alîkarî nake? [1209 uzun_hawar] Mîna ko haya min jê nîn be, min jê pirsî. [1210 uzun_hawar] Hayrîg ji kitabxanê kitaban tîne û jê re dixwîne û dibeje, wê kelegirî got, herdu destên xwe yên biçûk birin ser rûye xwe, hinekî din nêzîkî min bû û çêl li warê ko min herî zêde meraq dikir, kir; [1211 uzun_hawar] Gava Mayrîg di xew re dere, ew vedigere kitabxanê, nav kitabên xwe yên gemarî û tozgirtî û bi saetan, bi şevan, ew li wir dimîne, bêyî ko bi kesekî re bipeyive, bixwe yan jî vexwe... Ew, qelûna wî û kitab û kitab û kitab... [1212 uzun_hawar] Dengê kitabên tozgirtî ko di nav rûpelên kitaban de, mîna gotinan, rêzbûyî ye, di esasê xwe de, dengê heyat û tarîxê ye. [1213 uzun_hawar] Her kitabeke çê û bikêr bi tecrubeyên însanî û zanînên umrekî hatiye hûnandin. [1214 uzun_hawar] Li cîhanê çu berhemeke hêja nîn e ko tê de keda însan û ders û tecrubeyên însanî nexuyin. [1215 uzun_hawar] Niha nayê bîra min ka kê gotibû, lê hosteyekî ji hosteyên ders û tecrubeyên heyata min ko ez ê niha qalê bikim, li dereke weha gotibû; her berhemeke bedew mîna tavê ye, carina hiltê û cîhanê bi ronahiya xwe dişo, carina dere ava û li hêviya hilhatinê dimîne. [1216 uzun_hawar] Kitabên tozgirtî yên qedîm ên kitabxana kêleka çeme qedîm Dîcleyê ko di nav rûpelên wan de ders û tecrubeyên însanî carina bi qîrîn, carina bi lorîn, olan didan, hema çi bigire bi temamî tavên avaçûyî bûn ko ji Mam Sefo pê ve kesekî rêz û rêzdarî nîşan nedida û ronahiya wan a veşartî nedidît. [1217 uzun_hawar] Belê, ew tav bûn, lê tavên welê ko li hêviya ruhekî bimeraq, daxwazeke bêpayan û dilekî birîndar bûn, da ko ji nû ve hilwerin û bi şewqa xwe hawîrdor ronî bikin, dilê birîndar bicebirînin, ruhê bimeraq hinekî haş bikin. [1218 uzun_hawar] Ez jî jixwe însanekî welê bûm û hê jî, tevî ko ez êdî li ser riya çûyina bêveger im, welê me; ruhekî bimeraq ko hertim li pey zanîn, ders û tecrubeyan e, daxwazeke bêpayan ko li pey hedef û armancên ko mîna Cûdî bilind in, û dilekî birîndar ko ji zaroktiyê heta mirinê şûr û xencer bûne qedera wî û şopa şûr û xenceran hertim pê re bûne. [1219 uzun_hawar] Kitabên tozgirtî yên kitabxana Mam Sefo hewcedarî dil û ruhê min ê xeşîm bûn, da ko wan dest bi axaftinê bikira, ronahiyeke germ bireşanda ser hawîrdor. [1220 uzun_hawar] Ez jî hewcedarî kitaban bûm, da ko mîna tovê bin axê, min ji kitaban germahiyek, nermahiyek werbigirta, zikê axê biqelişanda, hêşîn bihatama, serî rakira, mîna darên çinaran ko li qiraxên çêm bûn, reh û rêçên xwe di dilê axa reş de berda, bi gewdê xwe yê qehîm bilind bibûma, bi şax, çeqil û pelên xwe bibûma tîmsaleke biçûk a ders û tecrubeyên însaniyetê... Hûn dibihîsin, ez, zarokekî bi qasî bihustekê, Biroyê sêwî ko kesekî wî nîn bû, li pey xewn û xeyalên weha giranbiha bûm. [1221 uzun_hawar] Ez niha têdigihêm; gotinên min qure, daxwazên min bilind, riya min ji riya însanên din cihê bû, ji ber ko min dixwest, ez cihê bûma, ne dareke ji darên bêhejmar ên daristanekê, lê çinareke qehîm a li qiraxê çemê Dîcleyê ko ji dûr ve jî dihate nasîn. [1222 uzun_hawar] Min dil nîn bû ko ez mîna herkesî bûma. [1223 uzun_hawar] Bila yeqîna we ji Xweda hebe, min bi gotinên xwe yên qure fort nedavêtin, dek û dolab nedigerandin, xwe mezin, xelkê biçûk nedidît, lê ez bi tenê welê bûm, di nav hemû riyên heyatê de ko ez pêrgî wan dibûm, min dil dikir riya xwe ya xas peyda bikira. [1224 uzun_hawar] Ji lewre jî diviya min xwe bi kitabxanê û kitaban bigîhanda. [1225 uzun_hawar] Migo jî dest bi xwendinê kiribû, lê ne li Medresê, li dêrê. [1226 uzun_hawar] Ermen ko ji hezaran salan û vir ve, mîna me, ehlê vê axê bûn, bi belavbûn û pêşketina dîne Îsa Mesîh, bûbûn file û filehan cîhên taybetî yên xwendin û perwerdeyiyê hebûn. [1227 uzun_hawar] Migo danê sibehan diçû dêrê, danê êvaran jî li malê, li qata jorîn, li mezeleke biçûk ko li nik kitabxanê bû, li ber destê mamostayên xas ko Mam Sefo ew ji bo zarokên ermen, ji Stenbol û Bêrûdê dabû anîn, dixwend. [1228 uzun_hawar] Gava me hevûdu didît, min jê re çêla ders û mamostayên xwe yên Medresê, ewî jî ji min re çêla dêr, keşe, ders û mamostayên xwe yên malê dikir. [1229 uzun_hawar] Bi dû çûyina min a Medresê re bi qasî salek, salek û nîvê, rojek ji rojên payizê ko germahiya tavê hê jî xurt bû û baranên navdar ên Dîcleyê hê nehatibûn, danê êvarekê ko tîrêjên tavê li ser sînga çiyayê Cûdî leylan dida û ava çêm bi rengekî belek ê sor î tarî dibiriqî, li malê, min jî da pey Migo û em hilkişiyan jor, mezelê xwendin û perwerdeyiya Migo ko gelekî biçûk bû û tê de ji du kursî, maseyeke biçûk, refekî kitaban û li dîwarên spî jî lewheyeke Îsa Mesîh ko serê wî di nav ronahiya tavê de bû, pê ve çu tişt nîn bû. [1230 uzun_hawar] Mamostayekî navsal, rûqemerî, simbêlboq û rûgeş, bi cil û bergên alafranga, li hêviya Migo bû. [1231 uzun_hawar] Gava ewî ez dîtim, hinekî şaş bû. [1232 uzun_hawar] Tu kî yî, xorto, wî pirsî. [1233 uzun_hawar] Ez Biro me, min gotê. [1234 uzun_hawar] Biro, hevalê min e, Migo jî lê vegerand. [1235 uzun_hawar] Tu file yî? [1236 uzun_hawar] wî bi meraq domand. [1237 uzun_hawar] Naxêr, ez, êzidî me, min li pênûsa wî ya xweşik a murekebê ko di destê wî de bû, nihêrî û got. [1238 uzun_hawar] Biro li Medresa Sor dixwîne, Migo got. [1239 uzun_hawar] Êzidî û Medresa Sor, mamosta, hîn bêtir şaşbûyî, got, lê nexwest gotina xwe bidomîne û mijar guherand, baş e, xorto, em ê niha dest bi dersa xwe bikin, tu dixwazî çi bikî? [1240 uzun_hawar] Ez dixwazim li we guhdarî bikim, min gotê. [1241 uzun_hawar] Lê em ê bi zimanine ko tu jê fahm nakî, bi ermenî û fransewî, bipeyivin, tu dê eciz bibî, wî got û nerazîbûna xwe nîşan da. [1242 uzun_hawar] Ma tu çima naçî kitabxanê Biro? [1243 uzun_hawar] Migo got, Bavo li kitabxanê ye. [1244 uzun_hawar] Wî tu dipirsî... [1245 uzun_hawar] Min xatir ji mamosta xwest, ez û Migo ji derî derketin û çûn ber deriyê girtî yê kitabxanê, li ber derî Migo cil û bergên min rast kirin, bi hêdîka li derî xist û li hêviya bersîvê ma. [1246 uzun_hawar] Bi dengekî berz re, em ketin hundir, Mam Sefo li wir, mîna cara berê ko min dîtibû, simbêlbadayî, li pê, li ber deriyê şaneşînê, qelûn di dev de, lê îcar di nav şal û şepikên botî de, biken, li me dinihêrî. [1247 uzun_hawar] Serê maseya kitabxanê ya gelekî dirêj tijî kitab bûn, kitabine peregende jî li dora kursiyê ko hinekî ji deriyê şaneşînê dûr bû, li erdê bûn. [1248 uzun_hawar] Tafilê min çavê xwe li dîwaran gerand, ref, kitab û lewheyên li ser dîwaran li cîhe xwe bûn. [1249 uzun_hawar] Û teyrê tawis jî, ko min her û her li bejn û bala wî, li şekl û rengên wî, li deng û xwendina wî meraq kiribû, li wir bû. [1250 uzun_hawar] Biro, malavayo, tu li kû yî? [1251 uzun_hawar] Mam Sefo, bi dengê xwe yê gur ko di navbera qîrîn û orînê de bû, gote min. [1252 uzun_hawar] Biro hertim tê, bavo, Migo, bersîv dayê, lê em naxwazin te eciz bikin. [1253 uzun_hawar] Ez ê vegerim dersê, ma Biro dikare li vir be, heta ez dersê xelas dikim? [1254 uzun_hawar] Tu here, tu here Mamo got, jixwe min jî dixwest Biro bidîta. [1255 uzun_hawar] Tevî ko Armê behsa toz û gemarê dikir, li kitabxanê her tişt, refên dîwaran, kitabên li ser refan, mehfûrên li erdê, mase û kursiyê wê, kursiyên ko li milê din ê kitabxanê bûn, lewheyên li ser dîwaran, paqij û nû dixuyan. [1256 uzun_hawar] Maseya ko bi rengekî qahweyî dibiriqî, mîna ko ew nû hatibe cîlakirin, germahiyek dida însên. [1257 uzun_hawar] Kitabxane ronî bû, ji deriyê şaneşînê û pencereyên fireh ên kitabxanê Dîcle, darên bî ko li qiraxên Dîcleyê bûn, li pey Dîcleyê jî Cûdî dixuya. [1258 uzun_hawar] Were Biro, malneşewitiyo were, Mamo gotê. [1259 uzun_hawar] Min hêdîka gava xwe avêt hundir, mîna ko ez bikevim cîhaneke nû ko ji bedewî, spehîtî, bêdengî û hizûrê hatibû pê. [1260 uzun_hawar] Ez raste rast neçûm nik Mamo, pêşî ez ber bi masê çûm, min bi destê xwe, mîna ko ez destê xwe bibim porê Armê, koşeyên masê mist dan û li kitabên ko peregende li ser masê bûn nihêrîn. [1261 uzun_hawar] Tîrêjine soreron li ser masê û pişta kitaban dibiriqî. [1262 uzun_hawar] Ji wir jî ez hêdîka çûm ber dîwarê ko lewhe lê bûn û ez li ber lewha teyrê tawis rawestam, min serê xwe hinekî bilind kir û lê nihêrî. [1263 uzun_hawar] Çarçoweya ko bi rengekî zîvîn hatibû neqişkirin, teyrê ko di nav ronahiya rengên bêhejmar û bêpayan de, stûyê dirêj li jor, sîwanê rengîn vebûyî, bi çavên biçûk, maxrûr, nazenîn, li min dinihêrî, sikûneta ruhî ya kitabxanê, tafilê, na ne tafilê, hêdîka, digîhand dil û ruhê însên. [1264 uzun_hawar] Bi qasî çendekê, ji milê rastê, ji milê çepê, geh ronahî li vî milî, geh li wî milî, mîna ko ez diayeke yêzidiyan an jî rêzine ji mewluda misilmanan bixwînim û pê re herim, bi bihîstiyariyeke welê, min li teyrê tawis nihêrî. [1265 uzun_hawar] Heke Mamo deng nekira, heye ko ez ê bi qasî demeke dirêj, welê jixweveçûyî, li ber lewhê rawestiyama. [1266 uzun_hawar] Lê ez bi dengê Mamo li xwe warqilîm. [1267 uzun_hawar] Biro, ho Biro, heşê te li kû ye? [1268 uzun_hawar] Were nik min. [1269 uzun_hawar] Ez bi gavên zahf giran, çavê min li ser ref û kitaban, çûm nik wî, tenişta derî. [1270 uzun_hawar] Mîna ko Mamo bi deng û pêjnên ko di dil û ruhê min de olan didan, bihese, wî pirsî, [1271 uzun_hawar] Tu ji kitaban, kitabxanê û vê derê hez dikî, ne welê? [1272 uzun_hawar] Belê, min kin û kurt, gotê. [1273 uzun_hawar] Tu dixwazî bibî çi, wî dîsan pirsî, mamoste, seyda, alîm, nivîskar? [1274 uzun_hawar] No, min gotina wî birî û got, no, ez dixwazim bibim dengbêj. [1275 uzun_hawar] Denbêj, wî gotina min, lê bi dengê xwe yê qert, dubare kir... dengbêj û kitab... Baş e, tu dê çi bi kitaban bikî, heke tu dixwazî bibî dengbêj? [1276 uzun_hawar] Ez dixwazim dengê kitaban bibihîzim, ez dizanim, kitab tijî deng in, di nav rûpelên kitaban de her texlîd deng hene... [1277 uzun_hawar] De werin vê ecebê! [1278 uzun_hawar] Mamo, şaşbûyî, got. [1279 uzun_hawar] Biro, xortê çeleng û têgihîştî, kî te hînî gotinên weha dike? [1280 uzun_hawar] Seydayên te? [1281 uzun_hawar] Hinên din? [1282 uzun_hawar] No, min got, ez pê dizanim, ma kitab ne tijî deng in, dengên heyatê? [1283 uzun_hawar] Çawan? [1284 uzun_hawar] Dengên çi? [1285 uzun_hawar] Mamo, mîna ko min heşê xwe winda kiribe, bi dîqet, li min nihêrî û got. [1286 uzun_hawar] Di kitaban de deng nîn in, herf, kelîme û gotin hene. [1287 uzun_hawar] Ma herf û gotin ne deng in? [1288 uzun_hawar] Wî dengê xwe birî, bi heste agirê qelûna xwe gur kir, çavê wî li min, jê çend nefesên kûr kişand. [1289 uzun_hawar] Dûmana qelûnê, gurz bi gurz, di deriyê ko hinekî vekirîbû re, ber bi derve kişiya. [1290 uzun_hawar] Paşê, mîna ko tiştekî ketibe bîra wî, ew zivirî nik masê, ji ser masê kitabeke gelekî qalind û mezin ko bi devûrû vekirî, wergirt û vegeriya cîhê xwe yê berê. [1291 uzun_hawar] Wî herdu qumçikên jorîn ên gomlegê xwe yê pembûyê spî jî girt, deriyê şaneşînê vekir û got, [1292 uzun_hawar] Were Biro, were. [1293 uzun_hawar] Dev ji dengan berde û were, ez ê tiştekî nîşanî te bidim. [1294 uzun_hawar] Em derketin şaneşîna fireh ko hemû Dîcle mîna marekî ko çiv dida, ji pira ser Dîcleyê, bi dû pirê re keleh û qesra Mîr û li milê jêr jî heta erdên hêşîn ko bi daristaneke biçûk a darên bî, spîndar û mazû, ji ber çavan winda dibû, dixuya. [1295 uzun_hawar] Li herdu milên şaneşînê kursîne nizm û maseyên biçûk hebûn. [1296 uzun_hawar] Em çûn ber bi milê rastê û li ser kursiyan rûniştin. [1297 uzun_hawar] Mam Sefo kitaba ko bi çermekî tarî yê qehweyî cîldkirî bû, danî ser masê, kursiyê min hinekî ber bi xwe kişand û rûpelên kitêb ên gelekî zerbûyî vekirin. [1298 uzun_hawar] Li dereke kitabê ko tê de çermekî sor hebû, ew rawesta û rûpelên vekirî nîşanî min da. [1299 uzun_hawar] Min ji rûpelan çu tişt fahm nekirin. [1300 uzun_hawar] Rûpel bi herfên latînî lê bûbûn. [1301 uzun_hawar] Lê di rûpelê milê rastê de sûretek ko bi qasî nîvê rûpelê bû, dixuya. [1302 uzun_hawar] Heke tu zimanê kitabê meraq dikî, ez bibêjim, Mam Sefo, sakîn, got. [1303 uzun_hawar] Kitab bi fransewî ye. [1304 uzun_hawar] Lê tu ji min re bibêje ka ew kesên ko tu di resim de dibînî, kî ne? [1305 uzun_hawar] Di sûretê zahf bedew ko bi qelemeke reş û her kite bi hostahiyeke zarîf lêbûbû de, çemekî dirêj û fetloke ko bi Dîcleya me dişibiya û tê de leşkerên bêhejmar ên çekdar, li milê çepê çêm, li ser girekî, girseyeke însan ko di destê wan de çek û pûsat, qîreqîr dikirin, li milê rastê jî dîsan şêniyeke boş ko li erdekî mîna deştê, bi dest û mil, bang dikirin, dixuya. [1306 uzun_hawar] Ne ji cil û bergên wan, ne ji çek û pûsat, ne jî ji rû û rûçikê wan fahm dibû ka ew kî bûn. [1307 uzun_hawar] Ez nizanim, min got... [1308 uzun_hawar] Ez dizanim ko tu nizanî, Mamo, kenek li ser rûyê wî yê gulover, got. [1309 uzun_hawar] Ez bibêjim te, ev kesên ko li milê çepê ne, bav û kalên te kardux in, ev kesên milê rastê, bav û kalên min, ermen in û ev kesên ko li çêm in, yewnanî ne. [1310 uzun_hawar] Milê çepê, welatê karduxan, milê rastê jî welatê ermenan e û ev çemê ko tu dibînî, çemê Botanê ye. [1311 uzun_hawar] Ev bûyer berî niha, kêm zêde, bi du hezar û du sed salan qewimiye. [1312 uzun_hawar] Nivîskar û kumandarekî yewnanî ko bi xwe jî tê de bûye, hem ev bûyer û hem jî gelek bûyerên din ên rêwîtiya yewnanan nivisiye... Di vê kitabxana ko tu dibînî de, bi sedan, bi hezaran kitabên weha hene. [1313 uzun_hawar] Di kitaban de deng nîn e, lê tarîxek heye, tarîxek ko di vê geremola osmaniyan û navçê de, me zahf hewcedarî pê heye... Ez dibînim ko tu li pey riyekê yî, li riyekê digerî. [1314 uzun_hawar] Fermo, were kitabxana stûxwar ko jixwe li hêviya mêvanan e, kengî dilê te bixwaze, kengî wextê te hebe, were, heye ko kitab alîkariya te bikin. [1315 uzun_hawar] Ez ê bi Migirdîç, mamostayên wî û keyayên malê re bipeyivim da ko tu bi serbestî werî kitabxanê û ew hemû alîkariya te û pirsên te bikin. [1316 uzun_hawar] Ma nabe? [1317 uzun_hawar] Germahiyek bi ser min de hat, çavê min tijî bû hêstir, ez rabûm pê, heta ber caxên şaneşînê çûm, li milê jor, li keleh û qesra Mîr, li Cûdiyê serî li asimanan, li darên bî ko bi rengekî mîna rengê xweliyê, ber bi asimanan bilind dibûn, nihêrî, carek, du caran ji milekî heta milê din çûm û hatim, paşê, çend dilop hêstir li ser rû û hinarikên min, vegeriyam û çûm destê Mam Sefo. [1318 uzun_hawar] Mamo, min bi dengekî ko ji kela dilê min şikestî bû, gotê, Mamo, heke min per û bask hebûna, ez ê niha bifiriyama. [1319 uzun_hawar] Lê belê, tevî spasdariyê, min dev ji înada xwe berneda û bersîva xwe jî, mîna pirs, gotê; Mamo, ma tarîx ji dengan nayê pê? [1320 uzun_hawar] Ma çaxê em dixwînin, herf û kelîmeyên kitaban nabin deng? [1321 uzun_hawar] Dengê Keso ko di kitaba ko Mam Sefo nîşanî min dabû de olan dida, yek ji dengên esasî yên kitabxanê bû. [1322 uzun_hawar] Deng gelek bûn û hemû hevalên min bûn, an jî ez weha bibêjim, hemû, gav bi gav, roj bi roj bûn hevalên min û bi hev re, mîna dengekî yekgirtî yê ders û tecrubeyan, dengê min terbiye kirin. [1323 uzun_hawar] Ji wê roja ko min niha qalê kir û pê de, êdî her roj, danê êvaran û rojên îniyan ko rojên bîhnvedanê bûn, ez li kitabxanê bûm. [1324 uzun_hawar] Siûda min, mîna siûda mîrekiya Cizîra Botanê, siûdeke bêpayan bû; geş, xweş, pêngav bi pêngav pêşketî, germ û bi heyecan. [1325 uzun_hawar] Bi hatina Mîrê Zirav re, siûda mîrekiyê ko ji ber xirecir, şer, dijîtî, berberî û cehaletê hertim reş bû, qulipîbû ser ronahî, geşî û pêşketinê. [1326 uzun_hawar] Tevî ko Mîr gelekî xort bû, wî şixulên mîrekiyê bi hunereke welê di-gerand ko di tarîxê de nehatibû dîtin; aştiyeke qehîm di navbera eşîr, navçe, dîn, terîqet û ehlê mîrekiyê de hatibû pê. [1327 uzun_hawar] Mîrekiyê ko pêşî aştiya xwe ya hundirîn anîbû pê, bi mîrekiyên din ên kurdan re jî pêwendiyeke samîmî û xurt ava kiribû û hema çi bigire bûbû mîrekiya herî girîng a hemû heremê. [1328 uzun_hawar] Cizîrê û der û dorên Cizîrê bûbûn navenda tîcaret û bazirganiyê, kerwan diçûn, kerwan dihatin, ji welatê Romê bigire heta welatê Basrayê û welatê Çînê hemû mal û heyinên Anatolî, Mezopotamya û Asyayê dihatin û diçûn. [1329 uzun_hawar] Dirav zahf bûbû, dewlemendî fireh dibû, tevî dewlemendiyê karxane, dûkan, xan, qonax, bazar ava dibûn. [1330 uzun_hawar] Medrese û mizgeft tijî dibûn, dêr, hawre û cîhên dînî yên din ên cihû, ermen, suryan, keldan û nastûran bi pêş diketin. [1331 uzun_hawar] Alîm û zane dihatin û li Cizîrê bi cîh dibûn. [1332 uzun_hawar] Herçî ez bûm, min jî du cîhan, na cîhan gotineke mezin e, du hêlîn ava kiribûn; Medresa Sor û kitabxana Mam Sefo. [1333 uzun_hawar] Li Medresê ez hînî kitabên erebî, îlmê îslamê, hesab û erdnîgariyê, felsefe û edebiyatê dibûm. [1334 uzun_hawar] Lê belê ji hesab û hendesê, felekiyat û kitabên tevîhev ên felsefa Îslamê bêtir min ji çîrok, efsane, serpêhatî û gotinan hez dikir. [1335 uzun_hawar] Memê Alan û Mem û Zîn’a Seydayê Xanî ko ez ê şeveke din, çaxa gotin were ser gotinê, qal bikim, Şêxê Senan û şiîrên Feqiyê Teyran ko bi zelalî û mijarên xwe, gelekî bi yên şaîrê ecem Ferîdûn Ettar dişibiyan, çîrokên Leyl û Mecnûnê ko min dikarîbû bi erebî û kurdî bixwenda, Yusif û Zuleyxa ko ji Tewratê derdihat û bi kurdiyeke zelal lêbûbû, Ferhad û Şêrîn ko mîna Memê Alan evîneke bêpayan lê xizîn vedigot, Rustemê Zal ko çîrokeke hevbeş a kurdan û eceman bû, Gulîstan û Bostana Sadî, Dîwana Hafizê Şirazî, çarînên Xeyam, Mesnewiya Rûmî û Şehnama Fîrdewsî ko alayên herî bilind û rengîn ên edebiyata Rojhilatê bûn, bala min dikişandin û min ew dixwendin. [1336 uzun_hawar] Bêguman Melayê Cizîrî jî ko jixwe tevî rêz û şiîrên xwe, heyat û tirba xwe, hertim, bi me re bû. [1337 uzun_hawar] Tirba Mele li tenişta Medresê û mizgefta wê bû. [1338 uzun_hawar] Ez nizanim ka niha çawan e, lê hingê yek dikarîbû hem ji aliyê mizgeftê biçûya mezelê Mele, hem ji aliyê derve. [1339 uzun_hawar] Ez ji aliyê hundir, di mizgeftê re, ko bi deriyekî nizm û biçûk vedibû hicreyeke gulower ko ji kevirên reş ên şehkirî yên zinarên Cûdiyê lêbûbû û ji wir jî di qulikeke teng re, bi nêrdewanên teng ko ji navenda hicrê ber bi jêr, mezelê Mele dadiket, diçûm nik Mele. [1340 uzun_hawar] Di mezelê Mele de, ji bilî tirba Mele ko bi qedîfeyekî kesk ê giranbiha yê tijî rêz û hedîs, hatibû rapêçandin, tirbine din ko yên ehlê malbata Mîr Eziziyan bûn, hebûn. [1341 uzun_hawar] Lê gava ez dadiketim mezel, raste rast diçûm ber tirba Mele, min caw radimûsî û di destê min de dîwana Mele, li tenişta kêla tirbê rûdiniştim. [1342 uzun_hawar] Mele ko di dîwana xwe de gotibû, »heta tu dewr û dersan nekî tekrar û mesrûf / di dinyayê tu nabî ne meşhûr û ne marûf«, bi rêzên xwe yên bijarte, bûbû yek ji seydayên min ên bijarte ko riya meşhûrî û mesrûfiyê nîşanî min didan. [1343 uzun_hawar] Gava bîhna min teng bûya yan kêfa min ji tiştekî re bihata, yan min dil hebûya destaneke nû bixwenda yan jî gotinên straneke nû li hev bianiya, min xwe davêt bextê Mele ko bi comerdî, zelalî û evîna xwe nas bû û herkesê bêgav, li nik xwe, diheband. [1344 uzun_hawar] Di şevbuhêrkên me yên Medresê de jî, piştî ders û xebatê, em şagirt û feqe, li meclîsa medresê, li hev diciviyan û me li meqam û awaza gotina devkî guhdarî dikir. [1345 uzun_hawar] Çîrok û destan zahf bûn, şagirt û feqeyên ji deverên Serhed û Bazîdê, Şikak û Urmiyê, Mikus û Bedlisê, Diyarbekir û Fîsê, Heran û Ber-Firatê, Mêrdîn û Torê, Hekar û Behdînanê ko gelekî dil dikirin bibûna hafizên yekta, stran û destanên deverên xwe, di direjahiya şevên westiyayî û bêdeng de, bi gelek deng û celeban, mîna tizbiyeke not û neh libî, li pey hev rêz dikirin. [1346 uzun_hawar] Di wan şevbuhêrkan de, gava gelekî pêwist nebûya û şagirtan zorê nedane min, min nedigot, lê guhdarî dikir. [1347 uzun_hawar] Ji bilî Memê Alan ko hema çi bigire em hemû zarokên Cizîra Botanê pê mezin dibûn, kêfa min ji Xecê û Siyabend ko çêla evîneke keserkûr ko li çiyayê Sîpanê Xelatê dawî dihat, dikir. [1348 uzun_hawar] Binevşa Narîn û Cembeliyê Hekaran ko bi devê zelal û sade yê Hekaran her dîsan çêla evîneke zîz dikir û destana Dimdimê ko çêla berxwedana mîrekî kurd, Xanê Lepzêrîn û ehlê wî yê keleha Dimdimê dikir, dihat. [1349 uzun_hawar] Ev hemû çîrok û destan, tevî lehengên xwe, bi xêra wan şevbuhêrkan, ji wan şagirt û feqehan bêtir bûn hevalên min, şirîkên ders û tecrubeyên heyata min. [1350 uzun_hawar] Herçî hêlina min a din bû, li wir jî deryayeke zelal û bêdawîn ji kitabên têkel ko bi zimanên xerîb lêbûbûn, hebû. [1351 uzun_hawar] Li kitabxana Mam Sefo, bêguman, kitabên ko bi zimanê kurdî, erebî û farisî lêbûbûn û min jî êdî dikarîbû bixwenda, hebûn, lê piraniya kitaban, li gora ko Migo û mamosteyên wî şerh dikirin, bi zimanên ermenî, aramî, latînî, romî, îtalî û fransewî bûn. [1352 uzun_hawar] Di nav rûpelên wan kitaban de cîhaneke gelekî cihê, bi herf, cimle, gotin, mijar, serpêhatî, wêne, dîmen, xêz û rêzên xwe, silav li min, li rebenê Xwedê ko gelekî dûrî wê cîhanê bû, dikirin... Min bi wan zimanan nizanîbû û heke ez rastiyê bibêjim, min ne dil, ne jî taqet hebû ko ez wan hîn bûma jî, lê jiber bextê min ê çê, li tenişta min, hevalê min [1353 uzun_hawar] Migo ko min navê wî kiribû Hûro, ko ji kitaban bêtir bala wî li ser xwarinê bû û mamosteyên wî ko ji bilî dersan têkilî tiştekî nedibûn, hertim dûrî însên bûn û mîna rêzên kitabekê bersîva pirsiyaran didan û Mam Sefo ko carina, bêtir jî rojên îniyan, danê êvarê, dihate kitabxanê û ders û şîret didan min, hebûn. [1354 uzun_hawar] Her çi tiştê ko min dil dikir bipirsiya û bizanibûya, bêyî ko ez şerm bikim an li rewşê bifikirim, kitabên ko ez lê hûr dibûm di destên min de, heşê min bi dengên kitabên têkel tijî, ez diçûm mezelê Migo û mamosteyan, min li derî dixist, biken, diketim hundir û rasterast daxwaza dilê xwe dipirsî; [1355 uzun_hawar] Rêzên vê kitabê jî, mîna zimanê frensawî, ji milê çepê tên xwendin, ne welê?.. Navê vî şervanê ko şûr di dest, tîr û kevan li mil, diqîre, çi ye?.. Ev kesê rîhdirêj ko dikene, ev kitab lêkiriye, ne welê?.. Ev bergehê hanê ko çêl li qada şer, mirin, kuştin û xwînê dike, li kû, çawan, kengî qewimiye?.. Ev çi war û welat e ko jê dûman radibe?.. Ev derya ko diqelişe, li kû ye, navê wê çi ye? [1356 uzun_hawar] Ev însanên ko li berê ne, çi kes in, ji kû tên, derin kû?.. Ferq di navbera van herdu kitab û zimanan de çi ne?.. [1357 uzun_hawar] Belê, herçawan ko ez bi xêra gotina devkî ya Apê Xelef, dengbêjên Cizîrê, şagirt, feqe, mela û seydayên Medresê, hem hînî deng û pêjnên welatê kurdan û hem jî hînî hêvî û kêfxweşî, derd û keserên însanî bûm, herwelê, bi xêra gotina nivîskî ya gelek zimanên ko min dizanîbûn û nizanîbûn, ez hînî dengên zindî yên însanî ko carina germ, carina sar, carina zelal, carina tevîhev, carina çê, carina jî kirêt bûn, bûm. [1358 uzun_hawar] Li kitabxanê, di nav wan kitabên bêhejmar de, hin kitabên ko bergên wan ên bi çerm cîldkirî bi hev dişibiyan, bêtir bala min dikêşandin. [1359 uzun_hawar] Ji aliyekî Mam Sefo rast digot, kitab napeyivin, lê ez dikarim piştî tecrubeyên umrekî vê yekê bibêjim ko kitab, heke ne hemû bin jî, kitabeke bi hostehî, bi ked, xîret û evîna însanî lêbûyî, bîr bi hal û hewalê însên dibe û bi awayekî welê nêzîkî li însên dike ko însan bivê nevê, bixwaze, nexwaze, bêgav, di nav bêdengiya ko kitab tîne pê de, bi kitabê re dipeyive, pê re hevaltiyeke germ ava dike û sohbeteke xweş, geş û bikêr li dar dixe. [1360 uzun_hawar] Kitabên ko herî zêde bala min dikêşandin, min rûpelên wan diqulipandin û li bergeh û sûretên tê de dinihêrtin, di destpekê de, bi alîkariya Mam Sefo, kitaba Keso ko çêla deh hezar leşkerên yewnanî dikir, leşkerên ko ji welatê xwe derdiketin, diçûn Babîlê, li wir şikesteke xedar dixwarin û bi hezar zehmetiyan, di welatê Med, Kardûx, Ermen, Derya Reş, Stenbol re dibuhirîn û xwe digîhandin welatê xwe. [1361 uzun_hawar] Bi dû re jî min ji Tewrata ko çêla zehmetî û dijwariyên ko ehlê benî îsrael dîtibûn dikir, kitaba Maro ko çêla qehremanekî ko ji bêgaviyê dev ji welatê xwe yê şewitî û xirbebûyî berdida û dikete ber pêlên welatê xerîbiyê, dikir, kitaba biçûk a Naso ko hem çêla şox û şengê, kêf û henekê, evîn û eşqê, hem jî derd û keserê, hesret û bêrîkirinê dikir, hez kir. [1362 uzun_hawar] Ji ber ko nave nivîskaran dirêj û ecêb bûn, mîna ko min hertim dikir, min ew jî li gora daxwaza dilê xwe guherandin û bi navine nû ko di bîra min de diman, bi nav kirin. [1363 uzun_hawar] Ev kitabên ko ez niha qalê dikim û yên mîna wan hemû, bi çerm cîldkirî, bi neqşên zêrhêlî hûnandî, navê kitab û nivîskar li ser berg, bi xeteke gelekî spehî lêbûyî, mezin û bedew li kêleka hev, li ser refekî ko nezîkî dîwarê lewha teyrê tawis bû, rêz bûbûn. [1364 uzun_hawar] Kitab bi sûret û xêzên gelekî spehî ko însên dikarîbû tê de hemû kitekitên kitabê bidîta, tijî bûn. [1365 uzun_hawar] Sûret bi pênûsa reş lêbûbûn û hemû bi destê hosteyekî hosteyan ê resimê afirîbûn. [1366 uzun_hawar] Ne hewce bû ko însên kitab bixwendina, çaxa însên li sûretên kitaban dinihêrî, tafilê, têdigihîşt ka kitab û ew rûpelên kitabê ko sûret tê de bûn, qala çi dikirin. [1367 uzun_hawar] Danê êvaran, piştî dersên zimanê kurdî û erebî, ez ji Medresê, cîhana îlmê îslamiyet û Rojhilatê derdiketim, bi lez û bez, carina di kolanên teng ên bajêr re, carina bi dirêjahiya çêm re, di ber darên qehîm ên Dîcleyê re, tevî ko ez westiyayî bûm, min xwe digîhand mala Mam Sefo, li mitbaxê, bêyî ko ez bala xwe bidim tiştekî an jî mîna berê, bi qesta lîstikê, lîstikên »bilo« jî tê de, herim nik hevalên xwe, min çend parî qeliya sêlê, seriyekî pîvaz an îsotek dixist nav pariyekî nan û hildikişiyam jor, kitabxanê. [1368 uzun_hawar] Çaxa min deriyê qehîm ê kitabxanê vedikir, cîhana min a din ko bi deng û pêjnên dewr û dewranên gelekî dûr tijî bû, bi comerdiyeke bêpayan, xêrhatinî li min dikir û hemû tiştên xwe pêşkeşî min dikir. [1369 uzun_hawar] Mîna ko ez li Medresê dest bi xwendina Quranê bikim, an li tenişta tirba Melayê Cizîrî dest bi xwendina beytan bikim, welê bi rêz û rêzdarî, bi hizr û dîqet, ez pêşî diçûm ber dîwêr, nik teyrê tawis, min bi qasî kêliyekê lê dinihêrî, nêrdewana ko ji bo kitabên jorî refan li kitabxanê bû, dikêşand û dianî ber dîwêr, hildikişiyamê, bi destê xwe çarçowe û resmê teyrê tawis mist dida, paşê ji ez diçûm ber refên kitaban û min kitaba ko wê rojê min dil dikir, ji ref werdigirt û rûyê min ber bi dîwêr, teyrê tawis, şaneşîn û Dîcleyê, ez li erdê, li ser mehfûrên rengîn ên bi neqşên bedew ên Cizîra Botanê hûnandî, berbixûn, dirêj dibûm û min rûpelên kitaba mezin vedikirin. [1370 uzun_hawar] Gotina Armê rast bû, tevî ko berdestên malê her hefte an jî du heftan carekê kitabxane dimaliştin û toza kitaban jê dibirin, ji kitaban bîhneke ecêb ko hinekî bi bîhna încas û hejîrên çilmisî dişibiya û nefesa însên diçikand, bilind dibû. [1371 uzun_hawar] Lê ne xem bû, bîhna kitaban jî aîdê wan dewr û dewranan bû ko kitab jê dihatin. [1372 uzun_hawar] Pirî caran tîrêjên sor ên taveke qels li ser rûyê min, dengê ava çêm li ber guhê min, min rûpelên zerbûyî vedikirin, ez li ber her rûpelê ko tê de sûret, xêz, bergeh an jî şekil hebû, disekinîm, bi qasî çendekê min li wan dinihêrî û paşê ez bi wan re dipeyivîm. [1373 uzun_hawar] Na, ne ko ez dipeyivîm, min xwe dixist dewsa kes û şêniyên ko di sûretan de, bi libas, tevger, awir nêrîn ên cihê dixuyan. [1374 uzun_hawar] Carina ez dibûm leşkerek û mîna leşkerekî diqîriyam, carina dibûm kalepîrekî bi gopal û min lawij dixwendin, carina dibûm qumanderek û ferman dibarandin, carina dibûm pîrejinek û stran dinehwirandin, carina jî ez dibûm şaîrek û min, mîna dengbêjekî, gotin li pey hev rêz dikirin. [1375 uzun_hawar] Her kesekî bi dengekî, her tevgerekê bi şêweyekî û her dengekî jî bi meqameke xas. [1376 uzun_hawar] Li gora min, bi qasî ko min ji şerhên mamosteyan û sûretan fahm kiribû, dengê Keso mîna pola sert bû, ko kevir jî dibirî, dengê Naso mîna qedîfe nerm bû, ko ruhê herî şêt jî haş dikir, dengê Maro jî mîna dengê ava çemê Dîcleyê bû, ko carina bilind, carina aram, her û her diherikî. [1377 uzun_hawar] Herwekî kitaban, di nav sûretan de jî, nemaze hin sûret li ber dilê min, bêtir, ezîz bûn. [1378 uzun_hawar] Di Tewratê de, di yek ji rûpelên pêşîn ên kitaba yekemîn a Mûsa Pêxember de, sûretekî gelekî spehî hebû, ko çemê Dîcle û Firatê, bi hemû zelalî û bedewî nîşan dida. [1379 uzun_hawar] Herçiqas, piştî ko ez pêrgî Stêrê hatim, hejmara sûretên Tewratê ko li ber dile min ezîz bûn, zahftir bûn, lê belê hingê, di kitabxanê de ew sûretê ko çemên qedîm ên însaniyetê berpêşî min dikirin, hem heyecaneke boş dida min, hem jî sikûneteke kûr. [1380 uzun_hawar] Ma kî dizane, heye ko destpêka strana min a Dîcleyê jî, hingê, ji nav rûpelên Tewratê, kahniya serpêhatiyên Firat û Dîcleyê, derhat? [1381 uzun_hawar] Di kitaba Keso de ew sûretê ko Mam Sefo nîşanî min dabû, ko tê de bav û kalên min, ên Mam Sefo û yewnan ko paşê, piştî sirgûna me, ew ê bibûna heval û hogirên heyat û qedera min, bi qîreqîrên şer û pevçûnan, li hev dinihêrin, hertim bala min dikêşand. [1382 uzun_hawar] Kardûx, ermen, yewnan, çek û pûsad, qîrîn, gazîn, hawar, mirin, kuştin, tirs, revîn, di wî sûretî de ev hemû, bi hêsanî û bi zelalî, dixuyan. [1383 uzun_hawar] Di kitaba Naso de, sûretek ko tê de kalemêrekî ko Naso bixwe bû, li qiraxên deryayeke bi pêlên tarî harbûyî, li ser zinarekî rûniştibû û bi keser, bi xizîn, li derya reş, pêlên tarî, ewrên girtî dinihêrî, gelekî bala min dikêşand. [1384 uzun_hawar] Heye ko hê hingê, çaxa min, car bi car li sûret nihêrîbû, bêyî ko haya min jê hebe, çavê min ê kor, mîna her cara mûsîbet, jeniyabû û min bîr bi qedera we ya welatê xerîbiyê ko gelekî bi qedera Naso dişibiya, biribû. [1385 uzun_hawar] Herçî kitaba Maro bû, dîsan di rûpelên pêşîn ên kitabê de sûretekî ko eceb xweşik, na ne xweşik, zîz hebû, ko bêpayan bala min dikêşand; di sûret de, li pêşî, qehremanekî bejndirêj, birîh û çeleng, zarokekî li pişta wî, şûr di destan de, li tenişta wî jî jinikeke ciwan a bedew, kalemêrekî veciniqî û hin kesên din ên bi cil û bergên şewitî û lîmebûyî, bi hev re dimeşiyan, li pey wan jî bajarê ko tevî birc, beden, xanî û avahiyên xwe di nav gulokên êgir de bû, dixuya. [1386 uzun_hawar] Qehremanê me, tevî jin, zarok, bav û nasên xwe, axa bav û kalên xwe yên mirî, bajarê xwe yê şewitî, heval û dostên xwe yên kuştî, jin û zarokên nasên xwe yên dîlketî li pey xwe dihişt û diket ber pêlên welatê xerîbiyê, mîna ko me dê jî, piştî têkçûna serhildana Mîr, bikira... [1387 uzun_hawar] Û di kitaba Maro de, bi xêra mamosteyên Migo, ez hînî cimla xwe ya yekemîn û dawîn a latînî jî bûm: Arma, virumque cano. [1388 uzun_hawar] Yanî; ez strana sîleh û însanan dibêjim... [1389 uzun_hawar] Dengê bêdengiyê, gelek caran, ji dengê sîlehên ko bi dengê xwe yê ecêb hemû dengan ji holê radike, tê pê. [1390 uzun_hawar] Belê, dengê sîlehan, dengê şûr, dengê tivingê, dengê topan, dengên ko dengê însên dikuje û hawîrdor diqulipîne ser çoleke bêdeng. [1391 uzun_hawar] Bêdengî, west e, [1392 uzun_hawar] Heke ne west be, keser e, [1393 uzun_hawar] Heke ne keser be, hesret e, [1394 uzun_hawar] Heke ne hesret be, jan e, [1395 uzun_hawar] Heke ne jan be, bîr û heş e. [1396 uzun_hawar] Yan jî ev hemû ne. [1397 uzun_hawar] Yan jî hin ji van in. [1398 uzun_hawar] Mîna niha, [1399 uzun_hawar] Mîna ko ez niha dikim, bi qesta bîhnvedan û cixare pêçanê [1400 uzun_hawar] radiwestim û dikevim nav pêlên bêdengiyê. [1401 uzun_hawar] Na, ez nakevim nav pêlen bêdengiyê, [1402 uzun_hawar] Pêlên bêdengiya dewr û dewranên windabûyî û jibirbûyî bi [1403 uzun_hawar] ser min de tên... [1404 uzun_hawar] Deng, di berbangeke çîkî zelal a heyameke zahf kevn de deng. [1405 uzun_hawar] Ronahî, gewherî. [1406 uzun_hawar] Di pey tarîtiya şevê re ronahî. [1407 uzun_hawar] Ronahiya ko çêla stranên kevnare ye, Ronahiya ko li ser her tîrêja wê, her tevgera wê stranên [1408 uzun_hawar] abadîn lêbûne. [1409 uzun_hawar] Heyamek û rojeke weha ya stranan. [1410 uzun_hawar] Taveke gewher ko li ser sînga çiyayê Şengalê leylan dide. [1411 uzun_hawar] Tîrêjên ronî ko di nav pel û çeqilên darên kêleka çemê [1412 uzun_hawar] zelal re diseridin. [1413 uzun_hawar] Çirûskên ronî ko li ser ava kahnî direqisin. [1414 uzun_hawar] Şewqên rengîn ko li ser dîwarên ji kevirên reş ên xaniyên [1415 uzun_hawar] gund dibiriqin. [1416 uzun_hawar] Dinya aram, sakîn, ronî. [1417 uzun_hawar] Lê deng, dengên xofê: Allah, Allah, Allah... Allah, Allah, Allah... Saw, tirs, dengê qiyametê, Pêla dengan, dengê simên hespan, Dengê hîrîna hespan, Dengê qîrîna siwaran. [1418 uzun_hawar] Gav bi gav nêzîktir. [1419 uzun_hawar] Gav bi gav ji aramî û sikûnetê dûrtir. [1420 uzun_hawar] Û deng, dengê tirsiyan. [1421 uzun_hawar] Teyr û tilûr, bi bask û perwazan, dûr bi dûr. [1422 uzun_hawar] Dîk û mirîşk, bi tiralî, geh li vî alî, geh li wî alî. [1423 uzun_hawar] Hesp û mehîn, bi hîrîn û hîşîn, revîn, revîn. [1424 uzun_hawar] Cahnî, pez, dewar, ker, bergîr, revîn, revîn. [1425 uzun_hawar] Însan, zar û zêç, kal û pîr, jin û mêr. [1426 uzun_hawar] Xwe veşartin, revîn, revîn. [1427 uzun_hawar] Lê ewana, dengê wan; Allah, Allah, Allah... Allah, Allah, Allah... Dengê tekbîrên wan. [1428 uzun_hawar] Dengê şûrê wan. [1429 uzun_hawar] Qîrîna ko aramiya destê sibê diqelişîne. [1430 uzun_hawar] Dengê ko bêdengiya însanî ya şefaqê têk dibe. [1431 uzun_hawar] Lê ewana, dengê wan. [1432 uzun_hawar] Di nava meydana gund de. [1433 uzun_hawar] Li ber dîwarên malan. [1434 uzun_hawar] Li ber deriyan. [1435 uzun_hawar] Li ber deriyê ko niha, tevî mij û dûmana dewr û dewranan, di nav mij û dûmane de bi bîr tê. [1436 uzun_hawar] Li malekê ji malên gund, li milê êxur, pênc kes, sê zarok, bav û dê. [1437 uzun_hawar] Bav û du zarok, keçek û kurek, li êxur, di nav pêz de. [1438 uzun_hawar] Dê û zarokek, kurekî ko hê jê bîhna şîr tê, di kadînê de. [1439 uzun_hawar] Bêdengî, bêdengiya tirs û sawê. [1440 uzun_hawar] Bêdengiya tirsa şûr, tirsa mirinê. [1441 uzun_hawar] Kadîn, zarok di hembêza germ a dê de. [1442 uzun_hawar] Dê, tirs, cirifîn. [1443 uzun_hawar] Zarok, girîn, lerizîn. [1444 uzun_hawar] Megirî kurê min, megirî, megirî. [1445 uzun_hawar] Girîn. [1446 uzun_hawar] Destê nerm ê dê, pihêt, li ser devê zarok. [1447 uzun_hawar] Megirî, megirî, megirî lawê min ê delal... [1448 uzun_hawar] Lê ewana, dengê wan. [1449 uzun_hawar] Xerîb, ecêb. [1450 uzun_hawar] Dengê ruhistîn. [1451 uzun_hawar] Nêzîktir, li hundir. [1452 uzun_hawar] Li milê malê... Qîrîn, şerqîn, pîrqîn. [1453 uzun_hawar] Bêrawest, bi qasî çendekê. [1454 uzun_hawar] Çendek ko bi qasî babilîskekê dirêj, bêdawîn. [1455 uzun_hawar] Deng, dengê deriyê êxur. [1456 uzun_hawar] Û dengê zarok, dengê keçikê; Bavo, Bavo, Bavo, Yadê, Yadê, Yadê. [1457 uzun_hawar] Dengê pêz, berx, mîh. [1458 uzun_hawar] Dengê kur, keç, bav. [1459 uzun_hawar] Û dengê wan, carek, du caran, sê caran. [1460 uzun_hawar] Car bi car. [1461 uzun_hawar] Û dengê şûr, carek, du caran, sê caran. [1462 uzun_hawar] Car bi car. [1463 uzun_hawar] Qîrîn, axîn. [1464 uzun_hawar] Birîn. [1465 uzun_hawar] Û mirin, bêdengiya li pey mirinê. [1466 uzun_hawar] Bêdengiya ko li pey dilopên xwînê yên devê şûr tê pê. [1467 uzun_hawar] Bi qasî çendekê ko bi qasî babilîskekê ye. [1468 uzun_hawar] Bi dû re dîsan deng, dengê wan. [1469 uzun_hawar] Nezîktir. [1470 uzun_hawar] Li nik kadînê. [1471 uzun_hawar] Megirî kurê min, megirî, megirî. [1472 uzun_hawar] Dest, bêgav, li ser devê zarok, [1473 uzun_hawar] Çav şil, beden bi taya tirsê ketî. [1474 uzun_hawar] Çend serî li ser dîwarê kadînê. [1475 uzun_hawar] Qîrîn, qirîna wan. [1476 uzun_hawar] Qîrîn, qirîna zarok û dê. [1477 uzun_hawar] Û şûr, dengê şûr. [1478 uzun_hawar] Geh li jor, geh li jêr. [1479 uzun_hawar] Carek, du caran, se caran. [1480 uzun_hawar] Car bi car. [1481 uzun_hawar] Axîn, xwîn. [1482 uzun_hawar] Xwîna ko ji devê şûr dilop dike. [1483 uzun_hawar] Û çûyin, çûyina zarok û dê. [1484 uzun_hawar] Çûyina wan, şûrbazên xwînxwar. [1485 uzun_hawar] Û bêdengî, bêdengiya boş a mirinê... [1486 uzun_hawar] Dengê bêyom ê şer û pevçûnê, di umrê min ê xeşîm ê zaroktî û xortiyê de, tevî ko heyam aram, dinya ronî û wext hêvîdar bû, hertim, mîna şûrê xwinrêjan, li ser milê me, hilawestîbû. [1487 uzun_hawar] Me hertim, bi gelek hêncet û şêweyan, bîr bi dengê şer dibir, em hertim pê dihesiyan. [1488 uzun_hawar] Niha, di vê şeva me ya westiyayî de, her tişt çiqas aram, çiqas bêdeng e! [1489 uzun_hawar] Guhê xwe bidin ser dengan... ji dengê min ê kal û birîndar, ji dengê çemê Dîcle yê abadîn û herikbar, ji dengê bayê sivik ê hûnik û evîndar pê ve çu deng hene? [1490 uzun_hawar] Na, nîn e. [1491 uzun_hawar] Lê hûn, dengê heyamên bê, divê baş bi vê yekê bizanibin; dengê min jî, dengê Dîcle û dengê ba jî, di esasê xwe de, rengekî dengê şer e, tê de dengên têkel ên şer heye. [1492 uzun_hawar] Dengê şer... kîn, nefret, berberî, çavsorî... şûr, xencer, tiving, top, hilweşîn, şewat, xwîn, birîn, axîn, qîrîn, hawar... mirin, windabûn, veqetîn, koç, hesret... şer, yanî birîn, birînên mêjî û dil, birînên însan û civatan ko çu carê nacebirin... Şer, yanî şopa kûr a birînan li rûyê însanan, li ruhê civatan, li kûrahiya wîcdan û merhameta dewr û dewranan. [1493 uzun_hawar] Bila ev aramî û sikûnet we nexapîne, beriya vê aramiyê şer hebû, tirsa min, ew tirs e ko piştî vê jî dê dîsan şer hebe. [1494 uzun_hawar] Hûn werin, dengê şer û pevçûnan, ji tecrubeyan, yanî ji dengê min, dengê Dîcleyê û dengê bayê destê sibehê bipirsin. [1495 uzun_hawar] Heyata min ko di navbera Medresa Sor û kitabxana Mam Sefo, gotina devkî û gotina niviskî, mala Apê Xelef û mezelên Medresê, Armê û Gulîzerê de dibihurî, mîna kulîlkên sor ên xwînî yên hinaran ko di biharan de dibişkivin, roj bi roj, geştir û xweştir dibû. [1496 uzun_hawar] Wext diherikî, heyam diçûn, sal dibihurîn û heyata min, bi rûpelên nû yên ders û tecrubeyên heyatê ko di nav rûpelên kitaban de veşartîbûn, dewlemendtir dibû. [1497 uzun_hawar] Lê belê hema çi bigire, hemû tiştên ko ez hîn dibûm, li ser şer, pevçûn, evîn, hesret, jan û hêviyê bûn. [1498 uzun_hawar] Medrese, warê evîna manewî, kitabxane, warê evîna nefsî; gotina devkî, warê xewn û xeyalan, gotina niviskî, warê hesab û kitaban bû. [1499 uzun_hawar] Li Medresê, di destê sibehan yan jî di nîve şevan de, geh li dersxanê, geh li hicrê, geh li nik tirba Melayê Cizîrî, pirî caran kitabek ji kitabên dersxanê di destê min de, rêzên kitabekê yan jî yên çîrokeke mîna Hezar û Şevekê li ser lêvên min, heşê min li dûr, di nav kûrahiyên manewî yên heyata piştî vê heyatê, ez ji xwe ve diçûm. [1500 uzun_hawar] Li kitabxanê, danê êvaran yan jî derengê şevan, geh li erdê, li ser xalîçe û mehfûran, geh li ser dîwanê, dirêjbûyî, di bin ronahiya qendîlan de, çavê min pirî caran li ser teyrê tawis ê dîwêr, guhê min li ser dengê ava Dîcleyê, hertim kitab û rûpel û di nav rûpelan de jî sûret û bergeh li ber min, dilê min bi bedewiya sûret û bergehan keldayî, heşê min li ser xêz, kes û şeklên ko di nav bergehan de dixuyan, bi dengekî bilind, geh bi qîrîn, geh bi gazîn, geh bi olan, geh bi liyan, min însanên bergehan vedijandin û ruh û dengek dida wan. [1501 uzun_hawar] Ez dibûm Naso û min li welatekî xerîb, li nik însanên xerîb ko bi zimanekî xerîb diaxivîn, ji rêz û rêzdar, hez û hezkarên xwe dûr, jibîrbûyî û di nav tenêtiyeke bêpayan de, bi dengekî xemgîn û zîz, bi keser û hesret, deng li derya xerîb û tarî ya xopan dikir. [1502 uzun_hawar] Ez dibûm lehengê Maro, barê min giran, stûyê min xwar, welatê min ê şewitî û heval, nas û xizmên min ên kuştî li pey min, hevala min a heyatê winda, bav û kurê min westiyayî û dilşikestî, şûr di destê min de, dilê min bi mirin, kuştin û ketinê guvaştî, mîna dizekî, bêdeng, tevî heval û hogirên min ên şerê man û nemanê, bi xwestek û hedefa dilopeke hêvî û çilkeke ronahî, ez li keştiyan siwar dibûm, min ji ava kesk a derya zelal lenger digirt û carina bi qîrîn, carina bi girîn, birîndar, min berê xwe di-da welatên xerîb û nediyar, warê însanên ko ne mêvanperwer bûn û ne jî dildar. [1503 uzun_hawar] Herçî Keso bû, jixwe ew, ez bûm. [1504 uzun_hawar] Çaxa min rûpelên zerbûyî yên kitaba qalind û mezin a Keso vedikir û li sûretan dinihêrî, tavilê, ez, carina, diqulipîm ser lehengekî tarîxî ko di sûret û bergehên kitabê de dixuya, carina jî ez dibûm kumandarekî serfiraz, alîmekî bîrbir, zanayekî dûrbîn û leşkerekî jîr û min bi qîreqîr, bi xirecir, geh siwar, geh peya, geh bi çek û zirx, geh rût û pêxwas, geh li çolên germ ên çikî zuha, geh li newalên kûr ên çiyayên bilind, pêlên çemê Dîcleyê, bilindahiyên çiyayê Şengalê, bircên welatê Babîlê, deriyên qehîm ên keleha Nînovayê, çiyayên asê yên welatê med û kardûxan, zozanên welatê ermenan, ava har a Derya Reş û gelek cîh, war, welat û qonaxên din, bi leza birûskê, bi sivikahiya perê teyrê tawis, di bîhnekê de dibirîn û min bûyerên ko bergehên kitabê berpêş dikirin, werdigirtin û ew diqulipandin ser wê heyama min a xortiyê ko jê bîhna geşbûnê difûriya; hin ji kesên bergehan ko di nav berfê de diqerisîn, dibûn osmanî, hinên din ko tî, birçî, westiyayî, lêv û hinarikên wan terikî, dibûn kurd, hinên din ko di nav mij û dûmanê de, rêwindayî, li riyekê digeriyan, dibûn ermen, mîr û mîrzayên bergehan ko bi dek û dolab, bi şer û pevçûn gora hevûdu dikolan, dibûn mîrên Cizîra Botan, Hekaran, Mikus û Serhedan û her yek dibû xwediyê dengek, dengekî xas ko min li gora helwest û rawestîna wan a sûretan, li gora xwe, diafirand û vedijand. [1505 uzun_hawar] Gotineke kurdan heye, dibêjin, sî û sê çîrokên hirçê hene, hemû jî li ser hirmiyê ne. [1506 uzun_hawar] Heyata min jî welê bû; roj, hefte, meh, sal bi çîrok, mesel, efsane, şiîr, serpêhatî, lawij, rêz, hedîs, ayet, gotin û kitabên ko li ser şer, pevçûn, veqetîn, xizîn û keserê bûn, derbas dibûn. [1507 uzun_hawar] Heke hûn niha bipirsin, ka ez ji van hemûyan ko ne bi tenê neqşên heyata min, herweha hê jî birîn û keserên ruh û dile min in, çi hîn bûm, ez ê, piştî evçend qeda û belayên ko bi ser me de hatine, ji we re bibêjim ko li cîhanê her tişt, însan, teyr, tûr, dar, nebat, her celeb mehlûqat, mehkûmî mirinê ne, lê heke hûn bixwazin tiştekî, însanek, bûyerek, serpêhatiyek, pêwendiyek, hîsek, daxwazek, bikin nemir, hingê hûn divê xwe bispêrin gotinê, ger gotina devkî, ger ya niviskî û jê bîr û heşekî qehîm bînin pê, – bîr û heşekî qehîm ko rê li windabûn, jibîrbûyîn û têkçûnê bigire û nehêle wexta kambax ko her diherike, bi pêlên xwe, her tiştî bifetisîne. [1508 uzun_hawar] Belê, ji ders û tecrubeyên gotinan a heyata xwe, ez dikarim, bi kurtî, vî tiştî ji we re bibêjim; herwekî ko di destpêka Tewratê de hatiye gotin, beriya her tiştî gotin hebû, bi gotinê, afirîna herî hêja ya însanan, her tişt afirî; ji lewre pê bawer bin, çu carê rû ji gotinê banedin, lê hûr bin, bawerî hem bi gotina Tewratê bînin, hem bi telqînên êzidiyan, hem bi ya çîrok û efsanan, hem bi ya bûyer û serpêhatiyan; xwe bigihînin cewhera gotinê û rê bidin ko bila gotin jî xwe bigihîne ruh û canê we; li gotin û cewhera wê bifikirin û wê vejînin, dengek bidinê, bi ruh û caneke nû wê bixemilînin, gotina bêruh ko hûn dibînin, an jî dibihîzin, biqulipînin ser heyineke zindî, bila ew bijî; heke hûn pêrgî gotinên tewş, pûç an jî vajî tên, rû ji wan bamedin, dewsa ko hûn yekê qebûl û ya din jî red bikin, bi hewldan û xîret, wan li hev bînin û ji wan dewlemendiyeke nû bînin pê, wan paqij bikin, zelaliyeke germ û samimiyeteke dilsoz bidin wan, ji bîr mekin ko her gotin li gora ihtiyac, daxwaz û mirazeke însanî hatiye afirîn û li cîhanê ne bi tenê daxwazek heye, ne jî ihtiyac û mirazek, ev hemû zahf in, têkel in û pirî caran jî li dijî hev in, lê heke hûn hostayê gotinê ne, hingê, bi xîreta zêrîngerekî wan bihûnin, bineqişînin û li hev bînin; gotina Memê Alan, an jî ya Zîna Zêdan li gora dewr û dewran, rabûn û rûniştin, cil û bergên Mem û Zînê bipîvin û herçi ya Bekoyê Ewan e, wê jî, bi cil û bergên nû, mîna ders û tecrubeyeke însanî, berpêşê guhdarê xwe bikin... [1509 uzun_hawar] Aha kurtebiriya heyata min; gotina însanî û şerên neînsanî ko bi destê însanan tê pê, yanî bi qewlê Maro, însan û çek û vegotina wan... [1510 uzun_hawar] Kengî ez bi dengê bêyowm ê şer û pevçûnan hesiyam? [1511 uzun_hawar] Bêguman gelek kitekit di heşê min ko ji kitekitan westiyayî de hene, lê belê, heke ez ne şaş bim, cara yekemîn, di wê roja pîroz a eydiya qurbanê ya misilmanan de, ez bi xurtî, bi dengê şer û pevçûnan hesiyam. [1512 uzun_hawar] Hingê êdî umrê min qonaxên destpêkê birîbû, min bîr bi çerxa felekê, kar û şixulên dinya û mîrekiya Cizîra Botanê dibir, hefteyek, du heftan carekê bi cûzaneke ko rîh û simbêlên ko bi şermokî nexşeyeke nû li ser rûyê min dianîn pê, jêdikir, bi dengê xwe ko êdî ber bi qertbûnê ve diçû, stranên nû ko mîna xwediyê xwe qonaxa zaroktiyê li pey xwe hîştibûn û çêla heyata Dîcleyê dikirin, li hev dianîn û mîna rojên xortiya Apê Xelef, min jî xeyal li firkandina ten û canên nermik û germahiya memikên gewher dikir. [1513 uzun_hawar] Tevî ko min qonaxa şagirtiyê jî birîbû, ez hê, bêyî ko bixwazim bibim feqe û mele an jî alîmekî dîndar, li Medresa ko mîna mîrekiyê, roj bi roj dibû navendeke gelekî girîng, dimam. [1514 uzun_hawar] Min û hevalên min, me hemûyan bejn avêtibû; gewdê min girs, bejna min dirêj bûbû. [1515 uzun_hawar] Hemeyê tirek, bi bejna xwe ya dirêj û zirav ketibû rewşeke welê ko êdî tirek û deh tir li ba wî mîna hev bû, Migoyê Hûro, bi xwarin û goştê ko wî bi şev û roj dadiqultand, bûbû mîna conegayekî bitirbûyî, Gûlîzer, bi bejn û bala xwe ya şox û bi memikên xwe yên mîna du portaqalên Derya Spî bûbû dareke behîvan a biharê ko pel û şax dide û herçî Armê bû, wê jî bejn avetibû, lê her welê mîna diya xwe, jar û merezî mabû. [1516 uzun_hawar] Gelek kesên din, ji Cizîrê û der û dorên Cizîrê, gundî, bajarî, kurên axa û began, gavan û cotkaran li civata me zêde bûbûn, lê ji wan dudo êdî bûbûn hevalbendên esasî yên koma me ya tiredînan; Têlî û Yezdînşêr. [1517 uzun_hawar] Têlî ko ji min bi qasî çend salan biçûktir, ji herdu çavan kor û pozberanekî bi dilê we bû û li Medresa biçûk a qesra Mîr, li ber destê seydayên bijarte Quran û dersan hefiz dikir, kurê Mîr bû. [1518 uzun_hawar] Yezdînşêr ko ji min bi qasî du salan biçûktir, lê bi gewdê bi qasî min, xortekî çeleng û lihevhatî, rûgeş û jîr, biraziyê Mîr bû. [1519 uzun_hawar] Yezdînşêr ko du salan bi dû min re, li Medresa Sor, dest bi xwendinê kiribû, kurê Mîr Seyfedîn û xwarziyê Seîd Begê bû. [1520 uzun_hawar] Seyfedîn Beg, beriya Mîr û birayê Mîr Salih Begê, mîrê Cizîra Botanê bû û Seîd Beg jî serekê keleha Gurkêlê bû. [1521 uzun_hawar] Di şevbuhêrkên bê de, heke Yezdanê dilovan jî dil bike û heta hingê nefesa min neçikîne, ez ê çêla Seyfedîn Beg, Seîd Beg û keleha Gurkêlê ko qulipî ser qada şer û birîneke kûr di dilê welatê Cizîra Botanê de veda û nexweşiyên kûr anin pê, bikim. [1522 uzun_hawar] Herçî Heme bû, ewî jî, mîna Yezdînşêr, du salan bi dû min re, heye ko ji hesûdî û zikreşiya li hember min, li Medresa Sor, dest bi xwendinê kiribû û tevî ko ew kurê Xelefê êzidî bû, li ser riya melatî û îlmê îslamiyetê pêngav bi pêngav pêş diket. [1523 uzun_hawar] Ew roja ko niha tê bîra min, em herpênc heval li nik hevûdu, li qesrê, li şaneşîna Mîr bûn. [1524 uzun_hawar] Di bihareke germ de, ko êdî darên bihîvan kulîlkên xwe yên spî diweşandin û darên hinaran kulîlkên xwe yên sor diqulipandin ser hinarên biçûk, rojeke germ a çarê eydiya qurbanê bû û dinya êdî êvar bû. [1525 uzun_hawar] Rojeke tijî kêf û şahî li pey mabû, tevî ko dinya hê jî bi ronahiyeke qels a çikî sor xemilandîbû, êdî çirûsken stêran li ser gopikên çiyayê Cûdî dixuyan. [1526 uzun_hawar] Roja dawîn a cejnê bû, heciyên ko li ser riya Mekeyê bûn û her sal dihatin li xan û malên Cizîrê mêvan dibûn, niha li axa pîroz a misilmanan bûn, zarokên ko li hêviya cejnê bûn, çar rojan, bi bexşîş, yadîgarî, lîstik û şahî û şênahiyan westiyabûn, tifikên mitbax û aşxaneyên qesra Mîr ko di nav wan çar rojan de hertim jê dû û dûman bilind dibû, êdî vemirîbûn û mizgeft û medresên bajêr ko tijî însan bûn, vala bûbûn. [1527 uzun_hawar] Mêvanên dawîn ên qesrê ko hemû giregirên welêt bûn, piştî xwarina şîva êvarê, ko ji xwarinên bijarte yên Cizîra Botan, kutlikên mêlakê, savara kerengê, çend celeb meftûnî, meftûneya dîzikê, bamyê, bacanê sor û reş, qelî, selateyên sevze, mastî, xamînê û bi dû şîvê re jî, şirînahiyên kulindê dimsê, qelezeng û tîlolokê hatibû pê, bi qewlê gotina kurdî, ji dinyayê re nan, ji axretê re îman, xatir ji Mîr û qesrê dixwestin û li hespên xwe siwar dibûn û diçûn. [1528 uzun_hawar] Bi dehan, heye ko bi sedan xizmetkar û qewraşên qesrê li bexçê qesrê û li bexçeyên fireh ko di navbera dîwarên bilind ên qesrê û qiraxên çêm de hêşîn dikirin, kelepûr û gemariya ko şêniyên Cizîrê li pey xwe hîştibûn, dixistin telîsan û riyên biçûk ên bexçeyan dimalaştin. [1529 uzun_hawar] Em li jor, li şaneşîna fireh a qesrê ko ji kevirên şehkirî yên reş ên çiyayê Cûdî hatibû raxistin, peregende, bi şîva êvarê ya lezîz û keft û lefta çar rojên bi şahî westiyayî, li ser piyan bûn. [1530 uzun_hawar] Mîr, bira û biraziyên Mîr, Mam Sefo, pispor, şêwirmend, weznedar, seresker, mela û seydayên Mîr li milê din ê qesrê, li aliyê Birca Belek, li meclîsa tenişta Bircê bûn. [1531 uzun_hawar] Têlî ko kurê herî mezin ê Mîr bû û gelekî dişibiya Mîr, li nik min bû û min jê re çêla stêrên ko hedî hedî hildihatin û diçirûsîn, dikir. [1532 uzun_hawar] Tevî ko Mirê Zirav hê gelekî xort bû, ji niha ve hejmara zarokên wî gihîştibûn şeş heftan. [1533 uzun_hawar] Mîrê me ne bi tenê hosteyê gerandina şixulên mîrekiyê bû, herweha ew hosteyê pişta xwe bû jî; roj bi roj hejmara jin, cariye û zarokên wî zêde dibûn. [1534 uzun_hawar] Sê kurên wî yên mezin hebûn, Têlî, Necîb û Elî Şamil, lê ji wan Têlî, heye ko ji ber korahiya wî yan jî bêdengiya wî, bûbû hevalê min. [1535 uzun_hawar] Me, min û Têlî, du kesan bi çavekî, hevaltiyeke qehîm ko ew ê her û her dewam bikira, anîbû pê. [1536 uzun_hawar] Herçî Migo, Heme û Yezdînşêr bûn, ew jî li aliyê din ê şaneşînê bûn û bi xirecir di navbera xwe de dipeyivîn. [1537 uzun_hawar] Ava Dîcleyê, bi hêza barana biharê, bi dengekî xurt, mîna lehiyekê, pihêt, ahengdar û têkûz, diherikî. [1538 uzun_hawar] Tevî ko êvarê hê nû dest pê kiribû, heyveke ronî ya nûger hatibû û li ser bilindahiyên çiyayê Cûdî hilawestîbû. [1539 uzun_hawar] Heyv, eynî mîna heyva ko di Mishefa Reş a êzidiyan de çêl lê dibû, bû; ronî, nûranî, spehî û abadîn. [1540 uzun_hawar] Û tiştê herî xweş jî, heyv û stêran huzmeyeke ronahiyê ya bêpayan li ser rûyê avê anîbûn pê. [1541 uzun_hawar] Min li milekî ji Têliyê ko ji nûra çavan bêpar bû re, qala nûraniya heyfê û stêran dikir û li milekî jî car bi car, mîna ko ez li ber xwe bipeyivim, weha digot, [1542 uzun_hawar] Stran divê, Teliyê bira, stran. [1543 uzun_hawar] Têlî jî, ji gotinên min ên li ser stranê eciz, de bibêje Biro lo, de bibêje, digot. [1544 uzun_hawar] No, Têlî no, min lê vedigerand, ez ê stran nebêjim, ez ê lêkim... [1545 uzun_hawar] Lê êvara me bi wê kêfxweşiya êvara ronî û aram a eydiya biratî û xweşiyê kuta nebû. [1546 uzun_hawar] Hê ez û Têlî, guhê me li ser dengê Dîcleyê, bi gotinên tewş, dipeyivîn, li milê din ê şaneşînê qîrînek bilind bû. [1547 uzun_hawar] Migo, Heme û Yezdînşêr bi dest, pî û gurmistan ketibûn hev. [1548 uzun_hawar] Çima, sebeb çibû, kê li kê dida, me nizanîbû, lê gava em gihîştin nik wan û me, bi alîkariya hin berdestên qesrê ko xwe gîhandibûn şaneşînê, ew ji hev veqetandin, min dît ko ji bêvil, birûyê çavê rastê û eniya Migo xwîn dihat. [1549 uzun_hawar] Hersê jî mîna deveyê hêç har bûbûn û bi qîreqîr tiştine kirêt ji hev re digotin. [1550 uzun_hawar] Ez, Telî û du berdest li nik Migo man da ko wî haş bikin, çendên din jî Heme û Yezdînşêr ji wir bi dûr xistin. [1551 uzun_hawar] Lê çaxa ew ji şaneşînê bi dûr ketin, gotinên ko ji devê Hemeyê tiredîn, bi qîreqîr derketin, ko tê de hem tovên felaketên rojên bê û hem jî dengê şer û pevçûnên dîn, gel û welatan hebûn, çu carê ji bîra min neçûn. [1552 uzun_hawar] Her cara ko mûsîbetek hate serê me, ew gotin jî, car bi car, hatin bîra min. [1553 uzun_hawar] Niha, piştî umrekî, gava ez behsa wan dikim, mîna ko ew hê nû, dîsan, ji devê Heme derdikevin û ruhê min diguvişînin; [1554 uzun_hawar] File, kurê filehan... neynûk file... ho, ehlê Cizîrê, hespê kule, seyê tûle û kesê file, lê mebe ewle, gelî Botiyan, lê mebe ewle... [1555 uzun_hawar] Dengê strana Dîcleyê di mehên biharê de, ko hingê çem dibe lehî, xurt [1556 uzun_hawar] e. [1557 uzun_hawar] Ne bi tenê di mehên biharê de, herweha gava hestên hêrs, kerb û hîdetê li dar in, dengê stranê dîsan xurt e. [1558 uzun_hawar] Xurtahiya deng, ji hişyarbûna tebiyetê û serhildana hîs û pejnan e. [1559 uzun_hawar] Weha; [1560 uzun_hawar] Dîcle me ez, Dengê Dîcleyê, Qîrîna ko olan dide, Hawara ko bang dike, Strana ko dibêje. [1561 uzun_hawar] Li ser rûye min şopa şûr, rim, Rengê derd û keseran, [1562 uzun_hawar] Pêjna miriyan, Şer, pevçûn, veqetîn, talan. [1563 uzun_hawar] Di nav şikêrên zinaran de dizêm, Di nav boşahiyên deryayeke aram de têk derim. [1564 uzun_hawar] Ez dizêm, bayê gur, zozan, berfa spî, Arzû, coş, evîn, Ez dimirim, bayê germ, çol, ne starî, ne sî. [1565 uzun_hawar] Valahî, bêdengî, sakîn, Li ser rûyê min kelek, keştî, mîna hêstirên çavan, Siya darê çinaran, bî û spîndaran, mîna şopên derketiyan. [1566 uzun_hawar] Ho tu, dengê qîrîna însaniyetê, Dengê hawara însaniyetê. [1567 uzun_hawar] Guh bide min, dengê min, dengê Cizîra Botanê. [1568 uzun_hawar] Cizîra Botan, kurê Cûdî, neviyê Nuh, Milekî li çiya û zozanan Milekî ber bi çol û deryayan. [1569 uzun_hawar] Asiman, ro, stêr, heyv, heyveron qedîm, qehîm, Şahidên rûyê min, şopên li ser rûyê min, Dinihwirînin lorîna keserê, Difirkînin rûyê min ê birîndar Li qiraxên min teyr û tilûr, Eylo, baz, başoke, Legleg, quling, teyrê tawis, bi rengên keskesorê. [1570 uzun_hawar] Keskesoreke abadîn geh li pêsîra asiman, geh li ser rûyê min. [1571 uzun_hawar] Ez diherikim, ji do ber bi îro, Ji dengê xurt ê coşê ber bi dengê bêdengiyê. [1572 uzun_hawar] Cizîra Botan, mercana jorîn a Mezopotamyayê. [1573 uzun_hawar] Tê de hestên xurt, bestên kûr veşartî, Gotinên delal, kelamên zelal, ji do ber bi îro, Veguhastî, mîna lehî. [1574 uzun_hawar] Siwarên hespên seglavî mîna lehî, Ewrên bi baranê avis mîna lehî, Refê qulingan mîna lehî, Kevir û zinarên reş ên Cûdiyê, mîna lehî, [1575 uzun_hawar] Tovê ko hêşîn tê, mîna lehî, Simbilên ko serî radikin, mîna lehî, Gotina ko tevî min diherike, mîna lehî, Û ez, şopa însaniyetê mîna lehî. [1576 uzun_hawar] Ho tu, qîrîna însaniyetê, Dengê hawara însaniyetê, Guh bide min; Dîcle me ez, Dengê strana Dîcleyê, Zimanê bêzimanan, dengê bêdengan... [1577 uzun_hawar] Dengê min yanî dengê Biroyê dengbêj ko hûn ê îşev jî seh bikin, dengê Dîcleya xopan, Firatê malikwêran, Nînovaya şewitî û Babîla hilweşiyayî ye. [1578 uzun_hawar] Êvareke nû ya heyameke kevn a jan, keser, hesret û mirinê tê; siya êvarê ko remzeke kevn a çerxa dinyayê ye, hêdî hêdî hawîrdor radipêçe û tê; gotinên vê êvara nû ko ji dewr û dewranên bav û kalan mane, yek bi yek, xwe li ba dikin û tên û hûn, guhdarên vê êvara nû, xwediyên şevbuhêrka nû ko dê bi meraq li gotinên bav û kalan guhdarî bikin, bi evînî qefesa dilê xwe ji deng û pejnên min, Biroyê dengbêj, kalemêrê li ber mirinê, tiredînê pêncperan ê dinyayê re vekin, gav bi gav, nêzîki li min û li dengê min dikin û tên. [1579 uzun_hawar] De werin, hûn hemû bi hev re werin da ko em hemû bi hev re herin. [1580 uzun_hawar] Em herin qiraxên çeman, bin darên wext û dewran, ber lingê sûr û bircên kelehan, gopikên girên hezar salan, kavilê bajaran, kûrahiya keleporên medeniyetan, nik kalemêrên rîhspî yên êzidiyan, eywanên malên keldanan, deverên sazî yên bedewiyan, welatê êzidiyan, misilmanan, filehan. [1581 uzun_hawar] Em herin geşt û seyrana şevbuhêrka me ya nû û xwe bigihînin van hemû dengan. [1582 uzun_hawar] Belê, şevbuhêrka me dê îcar çêla deng, pêjn, reng û tahmên nû yên heyata min ko li derveyî welatê Cizîra Botan rabû govendê, bike. [1583 uzun_hawar] Lê pêşî xewnek... Xewnek ko min, çavê min vekirî, bi êşa xedar a birînên min, carina hişyar, carina jixweveçûyî, berî ko hûn werin, dît. [1584 uzun_hawar] Xewna min, mirina min bû, min di xewna xwe de mirina xwe dît. [1585 uzun_hawar] Herçiqas min di her gaveke nû ya heyata xwe de mirin dît, hertim ez pêrgî mirinê bûm û min mirina ko jê xelasî ne mimkun e, mîna perçeyekî esasî ya heyata xwe qebûl kir û gelek ezîzên xwe gorî axa reş kir, çu carê ez neketim goreke nûvekolayî ya goristaneke kevnar ko bi darên bî û spîndaran warê aramî û sikûnetê ye. [1586 uzun_hawar] Lê di vê xewna min a nû de ez ketim gorê, goreke nû ko di bin siya dareke qedîm a tûyê de vedayî bû û jê bîhna axa reş a nû kolayî difûriya. [1587 uzun_hawar] Şev bû, dinya aram, hawîrdor çîksayî, asiman ronî bû. [1588 uzun_hawar] Şewqa heyveroneke gewher û lîstikên ronî yên stêrên hezhezok şevê, kêm zêde, qulipandibû ser rojê. [1589 uzun_hawar] Pêşî bi qasî çendekê ez li aliyê hundirê malê ko ji vê mala belengaz bêtir bi mezeleke qesreke mezin, mîna qesra Mîr dişibiya, li ber pencerê sekinîm û min li lîstikên stêran, kenê heyva ronî, xuşîna ava zelal û pelên darên li kêlekên çêm ko yek bi yek hildiweşiyan û mîna çirûskeke zer ko di nav reşahiya tenik a şevê de dibiriqîn, hildiweşiyan, nihêrî. [1590 uzun_hawar] Welê dixuya ko tebiyetê dîsan kirasê xwe diguherand, pel diweşiyan, dar serqot diman, çiya bi hatina berfê şaşikeke spî dikêşand serê xwe. [1591 uzun_hawar] Mîna ko pel li ber min rabûbin govendê, ew hêdî hêdî ji çeqilên daran vediqetiyan, li hewayê çiv didan xwe, bi qasî kêliyekê dizivirîn û diweşiyan erdê. [1592 uzun_hawar] Ma heyat jî ne weha bû? [1593 uzun_hawar] Ez, çavê min li ser govenda pelan, di xewna xwe de fikirîm. [1594 uzun_hawar] Gava wext tê, heyata insanekî ji dara jîndar a însaniyetê vediqete û diweşe erdê. [1595 uzun_hawar] Heyata pelan kuta dibe, heyata daran dewam dike da ko dîsan, bihareke din a bê, pelan bibişkovîne. [1596 uzun_hawar] Di heşê min de fikr û pirsên weha, sergêj, westiyayî û hinekî bîhnteng, bi hedîka min derî vekir û ez derketim derve. [1597 uzun_hawar] Bi tena kiras û derpiyê spî, lê kulavekî qehîm a şivanan li ser milên min û cixareyeke pêçayî û heste di destê min de. [1598 uzun_hawar] Dinya hinekî hûnik bû, xunav ketibû erdê û bayekî sivik pişta der û ber, dar û pelên ko êdî reng guherandibûn, hêdîka, mist dida. [1599 uzun_hawar] Ez çûm ber çêm, çemê qedîm ê Dîcleyê ko hertim bi şêweyekî bi me re ye û niha jî dengê wî li ber guhê me dikeve. [1600 uzun_hawar] Di bin dareke çinarê de ko çend gavan ji çêm bi dûr bû û gewdê wê bi qasî birceke keleha Cizîrê stûr bû, ez li ser totikan rûniştim. [1601 uzun_hawar] Min cixare pêxist, jê çend hilmên kûr kêşand, li dûmana wê ko gurz bi gurz bilind dibû nihêrî û guhê xwe da ser dengê çêm, dengê ba û dengê sivik ê pelan. [1602 uzun_hawar] Çem diherikî, av, bêrawest, ji welatên jor ber bi welatên jêr dixuşiya. [1603 uzun_hawar] Ber bi derine, lê ber bi kû? [1604 uzun_hawar] Xuşexuşa avê çi digot, li pey wê xuşexuşê çi deng hebûn? [1605 uzun_hawar] Çêm di zikê xwe de çi celeb deng vedişartin? [1606 uzun_hawar] Beriya min, kî hatibû û li dengê çêm guhdarî kiribû, jê vexwaribû, tê de xwe şuştibû, tê re derbas bûbû? [1607 uzun_hawar] Umrê dara çinarê çiqas bû? [1608 uzun_hawar] Kê ew çandibû? [1609 uzun_hawar] Wê şahidî li çi û li kê kiribû? [1610 uzun_hawar] Çiqil û pelên wê ko niha bi bayê sivik diliviyan, beriya min, ji kê re bûbûn dalde, bûbûn starî? [1611 uzun_hawar] Û ba... ew ji kû dihat, bi kû de diçû? [1612 uzun_hawar] Wî çi digot, çi distra, çêla çi dikir? [1613 uzun_hawar] Û pel, pelên ko yek bi yek, bi aheng, bi nazenîn diweşiyan. [1614 uzun_hawar] Remzê çi bûn ew? [1615 uzun_hawar] Umir? [1616 uzun_hawar] Wext? [1617 uzun_hawar] Heyam? [1618 uzun_hawar] Însan? [1619 uzun_hawar] Roj? [1620 uzun_hawar] Hefte, meh? [1621 uzun_hawar] Sal, sedsal? [1622 uzun_hawar] Heye ko hemû? [1623 uzun_hawar] Belê, hemû. [1624 uzun_hawar] Ma umir, wext, heyam, însan, roj, hefte, meh, sal û sedsal jî mîna van pelan, gava wextê wan dihat, nediweşiyan û piştî ko ew diweşiyan, ma ew hemû bi bayê hûnîk ê berbangan, gav bi gav, bi wextê, nehatin ji bîr kirin? [1625 uzun_hawar] Piştî ko min cixara xwe kêşand, di bin dara çinarê de, di nav dengê çem, ba û pelan de, bîr û heşê min bi deng û pejnan tijî, bi fikir û gumanan mîna hêlekanekê geh li vir, geh li wir, ji nişka ve, ez ji xwe ve çûm û mirim. [1626 uzun_hawar] Çima, çawan? [1627 uzun_hawar] Ez pê nizanim, lê ez, bêyî ko biêşim, bi jan û keserekê bihesim, bêyî çu kul û bîrînê, bi aramî, bi hizûr mirim. [1628 uzun_hawar] Lê herwekî hûn dizanin, êzidî mirinê mîna dawiya heyatê nizanin, wan bawerî bi kirasguherînê heye. [1629 uzun_hawar] Beden dimire, ruh vediguheze bedeneke nû. [1630 uzun_hawar] Ruhekî pak û qenc xwe digihîne bedeneke pak, ruhekî kirêt û neqenc diqulibe ser ruhê heywanek an jî însanekî bêheş. [1631 uzun_hawar] Ez mirim, lê ruhê min hişyar bû, çavê min girtî, lê deriyên ruhê min vekirî bûn. [1632 uzun_hawar] Ehlê nas hatin ser min, feqîran Qewlê Îmanê li ser min xwendin, şêxê êzidiyan, bi beratê, ava çêm, dilop bi dilop, xiste devê min û li rûyê min reşand, wî ez şuştim, cilên spî li min kirin. [1633 uzun_hawar] Ehlê min ê ezîz, nas û dostên min ên nêzîk bi def, erbane û bilûrê, bi qewlê Mergê, bi terqîn û nasînê ez veşartim. [1634 uzun_hawar] Ez hatim veşartin, lê hê dengê şêx û feqîran dihate guhê min; [1635 uzun_hawar] Rojek ji rojan e Werin xelkê arîfî zane Ji mirinê bidin beyan e Xelkê arîfî zane werin [1636 uzun_hawar] Mirina ko beyan dibû, mirina min bû, lê ruhê ko lê liyan bû jî, ruhê min bû; deng dihatin, min ew dibihîstin, deng û dengbêjî ji min bi dûr ketibû, lê ez bûbûm guhdarê dengan. [1637 uzun_hawar] Di nav rengekî çîk î spî yê gewher de, bi nûreke tîj ko bi şewqa royê dişibiya, dengê ava çem, ba, dar, ber û pelan ko tevî xwe bi sedan, bi hezaran dengên din jî dianîn, digihîştine min. [1638 uzun_hawar] Dengên do, dengên pêr, dengê stran û serpêhatiyan, dengê ayet û hedîsan, dengê şer û pevçûnan, dengê mîr û ordiyan, mêrkuj û bêbextan, zarok û dayikan, dengê teyr û tilûran, rawir û direndeyan... Dengan her tişt, çem, dar, pel, behr, aso, erd, asiman, însan, heywan, keleh, xanî, deşt, gelî ser û binî hevûdu dikirin. [1639 uzun_hawar] Her tişt dikete nava hev... [1640 uzun_hawar] Wext, eve bû; mekanekî bêserûber ko bi tenê ji dengan dihate pê. [1641 uzun_hawar] Heyat, eve bû; dareke abadîn a çinarê ko ji pelên ko hertim dibişkovin û diweşiyan, hatibû pê. [1642 uzun_hawar] Hîs û bihîstiyariya însanî, eve bû; bayekî sivik ko di nav wext û heyaman, war û welatan, dar û pelan de digeriya. [1643 uzun_hawar] Guhdarên ezîz, dema dil neşewite, çav jî hêstiran narijîne. [1644 uzun_hawar] Dema mirin bi yekî eyan nebe, ew bi vî şêweyî, nayê xewnan jî. [1645 uzun_hawar] Xewna min, mirina ko li rê ye, nîşanî min da. [1646 uzun_hawar] Bi min eyan e, min zêde wext nemaye. [1647 uzun_hawar] De bilezînin, qendîlê bînin, li koşa hanê ya li ber serê min, li ser refê deynin, tasa min a avê tijî av bikin, çend cixaran bipêçin, tevî heste û xwelîdankê deynin ber min, hûn jî xwe ji heyata derve ko hûn jê tên, xelas bikin û guhê xwe bidin ser dengan, dengên wext, heyat û hîsan... [1648 uzun_hawar] Dengê dara tûyê, heke meriv bixwaze ferqekê têxe navbera dengên daran, ji dengê dara çinarê yan ji dengê dara henarê cuda ye. [1649 uzun_hawar] Dengê dara çinarê ya sedsalan mîna dengê çiyayê Cûdî ye, ko jê dengekî kûr û dûr bilind dibe. [1650 uzun_hawar] Dengê dara henarê ya jar mîna dengê aveke biharê ye, ko hûrik û tenik diherike. [1651 uzun_hawar] Herçî dengê dara tûyê ya xemilî ye, mîna dengê axa avis e, ko jê dengê heyatê tê. [1652 uzun_hawar] Welatê Cizîra Botanê tijî dar û ber e, her celeb dar, her texlîd şinahî tê de heye. [1653 uzun_hawar] Tu bi kêfa xwe yî, çi darê bixwazî, tu dikarî li binî paldî, çi darê bixwazî, tu dikarî hilkişiyê. [1654 uzun_hawar] Di salên min ên xortaniyê de, bi meraqeke xortekî nûgihîştî, mîna gelek tiştên din, ez ketibûm pey daran jî, hem darên bêber hem yên biber. [1655 uzun_hawar] Darên li qiraxên çemê Dîcleyê, yên li ber ling û li ser sînga çiyayê Cûdî, yên bajarê Finikê ko bi keleh û avahiyên xwe yên tarîxî ko bi kevirên spî lêbûne, meşhûr e, yên der û dorên Gurgil, Kiver û Birkê ko şinahî hîç çu carê jê ne kêm e, yên welatê Torê ko darên erdê beyar in û ji darên hemû navçê cihê ne, yên welatê Hekaran ko darên çiyayên bilind û newalên kûr in, min ev hemû, hema çi bigire, yek bi yek dinasîn. [1656 uzun_hawar] Umrê min hingê gihîştibû hevdeh, hejdehan, simbêlên min êdî mîna qeytanê, rîha min ko min jêdikir, mîna erdê cotkirî bû. [1657 uzun_hawar] Bejn û bala min ko jixwe girs bû, her diguherî û sal bi sal girstir dibû. [1658 uzun_hawar] Cil û berg biçûktir, sol û pêlav tengtir, derpî û kiras qirêjtir dibûn. [1659 uzun_hawar] Pêşiya derpiyên min ên delingdirêj bi çilkên mîz û avikê, hertim, zer bûn. [1660 uzun_hawar] »Bilo,« belê Biloyê bêbav ko êdî bîr bi hal û hewalê çerxa felekê dibir, mîna darên çiyayê Cûdî, hema çi bigire hertim, serbilind bû. [1661 uzun_hawar] Ne bi tenê di xew û xewnan de, herweha di dawet û dîlan, tahziye û şînan de jî. [1662 uzun_hawar] Bilo ko diviya hevalê herî baş ê min û bedena min bûya, qulipîbû ser cinawirekî bêbext û fetbaz û hertim, li her derî, nefes li min diçikand û dixwest min, ji bo daxwazên xwe, bifetisanda. [1663 uzun_hawar] Wî ne li min, ne li dil û mêjiyê min û ne jî li tiştekî din difikirî. [1664 uzun_hawar] Wî her mîna xwe dikir, li pey xewn û xeyalan, strana xwe ya bêdeng a daxwaz û mirazan digot; [1665 uzun_hawar] Hûr û kûr Nerm û germ Tenik û nermik... [1666 uzun_hawar] Lê belê herçend bejn û bala min mîna dareke biharê şax dida, dengê min mîna dengê şêrekî dioriya û min êdî xwe peyayekî tirtire ko dikarîbû bi her şixulî rabûya, dihesiband, ewçend jî min xwe mîna şêrekî ko di qefesê de ye û di qefesê de diore, hîs dikir. [1667 uzun_hawar] Cizîr êdi ji min re biçûk dihat. [1668 uzun_hawar] Cizîra Botan bi carekê bûbû teng û hew kel û besta min tê de radibû. [1669 uzun_hawar] Tevî ko Armê û Gulîzerê hê jî li wir bûn û wan jî mîna min bejn davetin û memikên wan bûbûn mîna sêvên Hewrexê. [1670 uzun_hawar] Dil û ruh, mêjî û heş êdî bi firê ketibûn, min dil hebû dinya bidîta, dewr û dewranên din, welat û bajarên din jî nas bikira. [1671 uzun_hawar] Cizîr, çemê qedîm ê Dîcleyê ko di Cizîrê re bi fitloke çiv dida û diherikî, keleha qedîm ko ji pênc hezar salan û vir ve her li kêleka çêm şahidiya herikîna wext û çemê Dîcleyê dikir, qesra Mîr ko avahiya herî bedew a keleh û bajêr bû, xaniyên din ên spehî yên kelehê, çiyayê Cûdî û çiyayên din ên doraliyên bajêr ko bergeheke bêpayan dianîn pê, qiraxên çêm û darên qehîm ko li qiraxên çêm bilind dibûn, riyên fireh ko li kêlekên çêm, mîna şirîkên qedera çêm bûn, taxên kevn ên bajêr ko ji hezaran salan û vir ve şahidiya tarîxeke kevnare dikirin, taxên file, cihû û êzidiyan ko rengekî taybetî direşandin ser bajêr, kuçe û kolanên teng ên bajêr ko hertim tijî şênî bûn, bazarên bajêr ko meydana civîn û civatên hemû welatê Cizîra Botanê bûn û ehlê gundan hebûn û malên xwe dianîn û lê difirotin, mazatên pez û dewaran ko tê de ji hemû welatê Kurdistanê her celeb pez û dewar hebûn, dûkanên etar, necar, koşkar, terzî ko piraniya wan di destê file û cihuyan de bûn, qahwexane û aşxane ko piraniya wan di destê ehlê misilmanan de bûn, xan û hemamên bajêr ko hema çi bigire hemû di destê ermen û keldanan de bûn, mizgeft û medrese, dêr û hevre, ezan û zingil ko her yek bi ahenga xwe ya taybetî dengê xwe bilind dikir, evane hemû êdî perçeyên heyata min bûn û êdî çu kel û bestê nedigîhandin ruhê min. [1672 uzun_hawar] Min ew dinasîn, gav bi gav, li wan deran geriyabûm, qult bi qult jiyabûm. [1673 uzun_hawar] Li her koşeyî, li her derî tecrubeyeke min a xas, serpêhatiyeke min a nemir hebû. [1674 uzun_hawar] Min bajarên nû, war û welatên nû, însan û zimanên nû, tecrube û serpêhatiyên nû diviyan. [1675 uzun_hawar] Yên nû diviyan li yên kevn zêde bûna. [1676 uzun_hawar] Mîna daran, şax û pelên nû diviya li şax û pelên kevin zêde bûna. [1677 uzun_hawar] Herçî Medresa Sor bû, êdî ez jê têr bûbûm. [1678 uzun_hawar] Min xwendina xwe biribû serî, bi zimanê erebî hedîs xetim kiribûn, rêzên Fîrdewsî, Şîraz, Sadî û Xeyam bi farisî dixwendin, bi îlmê Îbnî Xaldûnê mexrîbî û hin alîmên din ên welatê Rojhilatê dizanîbû, rêzên Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran û Ehmedê Xanî hemû, bi kurdî, jiber kiribûn, di hicreyan de keser û eziyeta paqijî û manewiyeta ruh kêşandibû, bi salan di nav nivînê gemarî û odeyên teng ên Medresê de, bi ronahiyeke gelekî qels a qendîlekê, destê min ê çepê di nav şeqê min de, min piraniya kitab û kaxizên ko di Medresê de bûn, xwendibûn û êvareke şilî ya biharê, di hizûra Mîr de, ko Mam Sefo jî li wir bû, li meclîsa kêleka Birca Belek, li der dengê baran û çêm, li hundir pisepisa mele, seyda û şêxan, min beytên alîmên îslamiyetê û rêzên Melayê Cizîrî xwendibûn û Mîr jî tevî kîsekî tijî dirav ez perû û pîroz kiribûm û bi rûyekî geş ez ji hizûra xwe bi dûr xistibûm. [1679 uzun_hawar] Ez hê jî di navbera Medresê, mala Apê Xelef û Mam Sefo de, mîna miyeke gêj an jî mîna tiralekî kuçeyên peregende, bêkeys, bêkar, diçûm û dihatim, lê min her ji xwe dipirsî; min ê êdî li Medresê çi bikira? [1680 uzun_hawar] Wexta min bi kitab, rêz, şiîr, stran, çîrok, serpêhatî û şevbuhêrkan derbas dibû. [1681 uzun_hawar] Ne mal û milkên min ne jî pere û dewlemendiyên min hebûn, hê jî min bi xêra alîkariya Mîr û Mam Sefo fort davêtin. [1682 uzun_hawar] Min hem stran digotin hem jî li hev dianîn. [1683 uzun_hawar] Hingê min xistibû serê xwe, ez ê bibûma kesekî xwedî şan û şoret, bibûma dengbêjekî xwedî rêz û rêzdarî, lê herçî stranên ko min çêdikirin, ne bi dilê min bûn. [1684 uzun_hawar] Ne zimanê wan çu ziman bû, ne jî ûslub, lihevanîn û mijarên wan. [1685 uzun_hawar] Hema çi bigire her êvar û her şev, piştî ko şevbuhêrk xelas dibûn û şênî diçûn, min dest bi stranan dikir. [1686 uzun_hawar] Ji stranan re bêdengî diviya, bêdengiyeke taybetî ko tê de tovên afirinê hene. [1687 uzun_hawar] Tevî ko ez ji stranan razî nebûm, wextên min ên herî xweş, ew wextên bêdeng bûn ko hingê dilê min, mîna lehikeye ko xwe digihîne deryayan, haş dibû, ruhê min dikete nav bêdengiyek ko bi dengên stranan xemilî bû. [1688 uzun_hawar] Di nav nivînên qirêj ên Medresê an jî yên paqij ên mala Apê Xelef ko bi destên nermik ên Gulîzerê hatibûn şûştin de, lehîf heta ber qirika min kêşandî, carina, mehên germ, pencere vekirî, carina, wextên sar û seqemê, di oda genî de bîhnçikiyayî, min her digot, rêzên kevn û nû, yên do û îro li hev siwar dikirin û stran li pey stran li hev dianîn. [1689 uzun_hawar] Lê tiştekî stranan kêm bû. [1690 uzun_hawar] Çi? [1691 uzun_hawar] Di wan kitab, şiîr û rêzên ko min wan salên xortiyê, dixwendin an jî lê dinihêrîn de, tiştê herî bala min dikêşand û coş û heyecaneke taybetî dida min, salixdana şêweyên heyatê bûn. [1692 uzun_hawar] Şêweyên heyatê, deng û pejnên wê ko ji heyata ko ez heta hingê jiyabûm, xurtir, dewlemendtir û balkêştir bûn. [1693 uzun_hawar] Di dawiya dawîn de, piştî bi sedan stranên tewş û pûç ên şevên min ên tenê ko min ji hîç kesekî re nexwendin û zûtirîn wext ew ji bîr kirin, ez têgihîştim ko kêmaniya stranên min ev yeka hanê bû; şêweyên heyatê, deng û pejnên jiyînê, dewlemendî, balkêşî, ders û tecrubeyên heyat û jiyînê. [1694 uzun_hawar] Belê, ez têgihîştim ko straneke hêja û kemilî, bi tenê, dikare li ser avahiya ders û tecrubeyên têkel ên însanî were pê. [1695 uzun_hawar] Min û stranên min ev diviyan... [1696 uzun_hawar] Şevek ji wan şevên min ên wekhev ên guman û ponijandinê, ko ez li mala Apê Xelef bûm, piştî şevbuhêrkeke xweş bi çend rîspiyên êzidiyan re, li ber destê sibê, ez ji nişka ve ji xew hişyar bûm. [1697 uzun_hawar] Bîhna min çikiyayî, nefesa min teng bû. [1698 uzun_hawar] Bi zehmetî min nefes digirt, xwîdan ji min diçû û tiştekî mîna gurmistekê qefesa sînga min diguvişand. [1699 uzun_hawar] Bi lez, bi tirs û xofa ko ez tê de bûm, min rahişt tasa avê ko hertim, ez li kû bûma, li ber serê min bû û min ava tasê hemû vexwar. [1700 uzun_hawar] Piştî ko hinekî bîhna min derket, min xwe da hev û avêt derve, nik çêm. [1701 uzun_hawar] Dinya çikî sayî bû, tevî ko baran nîn bû, şilî ketibû erdê. [1702 uzun_hawar] Şeva wan rojan jî mîna şeva xewna min bû ko berî niha bi bîskekê min ji we re qal kir. [1703 uzun_hawar] Hawîrdor bêdeng, her der di nav aramiyeke boş de bû. [1704 uzun_hawar] Li milê min ê rastê girseyeke tarî ji daran hebû û ez ber bi wan çûm. [1705 uzun_hawar] Zaroktiya min li wan deran derbas bûbû; min dar yek bi yek dinasîn, heta bi guherînên wan ên salewextê, mêş û moz, teyr û tilûrên ko dihatin û vediniştin jî dizanîbûn. [1706 uzun_hawar] Di her destpêka biharê de ez heftê du, sê caran diçûm nik daran û bi wan re dipeyivîm; darê, min digot, betirpêrar gewdê te jar bû, niha firehtir e. [1707 uzun_hawar] Dara biyê, xanima daran, betirpêrar ev şax û guliyên te nîn bûn, niha bi van şax û guliyan tu bêtir xama yî. [1708 uzun_hawar] Dara behîvê, bûka cilspî, pêrar kulîlkên te yên spî derengtir bişkovîn, lê par û îsal zûtir... [1709 uzun_hawar] Dar têkel bûn; darên sedsalan ên çinaran ko her yek ji wan bi qasî xaniyê Apê Xelef stûr bûn, darên nazenîn ên serwî û bî ko bi bedewî xwe dirêjî çêm dikirin, darên gumreh ên berû ko tevî şax, gulî û çiqilên xwe mîna heyateke şên dixuyan û darên biber ên tû, behîv, biyok û sêvan ko malê herkesî bûn. [1710 uzun_hawar] Mîna xewna min, hingê jî ez çûm bin dareke şên û kulavê germ ê şivanan ê Apê Xelef li min, li ser totikan rûniştim. [1711 uzun_hawar] Min ji mêj ve dest bi cixarê kiribû, titûna ko min dikêşand, ne bintaya titûnên tewş bû, titûna min, titûneke qamaş a zer ji welatê Mûş û Hekaran bû û pelên cixarê jî ji aliyê Heleb û Bêrûdê dihat. [1712 uzun_hawar] Mam Sefo qutiyeke zîvîn a titûnê ko bi neqşên xweş dibiriqî û Apê Xelef jî hesteyekî kevirî ya ji aliyên çiyayê Şingalê dabûn min. [1713 uzun_hawar] Hingê di bin dara tûyê de, bi hevaltiya dengê çemê ko li ber min diherikî û ronahiya stêrên ko êdî ji min xatir dixwestin, di nav wê bîhntengiya min a bêpayan de min çend cixare pêçandin û ew li pey hev kêşandin. [1714 uzun_hawar] Ji bilî cixarekêşanê min çi dikir, ez li çi difikirîm? [1715 uzun_hawar] Hîç nayê bîra min, lê ez bawer im, dilê min ê tirsok ê bizdayî, ruhê min ê nermijokî û mêjiyê min ê tevizî hingê li çu tiştî jî nedifikirîn. [1716 uzun_hawar] Welê, di nav dûmana ko ji cixarê bilind dibû û mija ko di ser ava çêm re, bi alîkariya bayekî sivik xwe dilivand de, ez xilmaşî bûm û bi qasî bîstekê di xew re çûm. [1717 uzun_hawar] Çaxa min çavê xwe vekir, êdî ne mij mabû ne dûman, tîrêjên tavê li ser çêm dilîstin, ronahiyeke tenik di navbera şax, gulî û pelên dara tûyê re diseridî, taveke tîr û şewqîn di ser gopikên çiyayan re dirêjî hawîrdor dikir. [1718 uzun_hawar] Beybûnên spî û binevşên mor ko li der û dorên min dixuyan, serî rakiribûn. [1719 uzun_hawar] Ji axa nerm bîhneke nerm a giya û hêşinahiyê difûrî. [1720 uzun_hawar] Canê min, hemû bedena min tevizîbu, min nikarîbû lingên xwe bilivanda. [1721 uzun_hawar] Welê, li ser giyayên ko bi qasî bihustekê bilind bûn, min xwe dirêjî erdê kir û ji jêr ve li jor, li dara tûyê, gewdê, şax, gulî, çiqil, pel û tûyên wê yên zer û kemilî nihêrî. [1722 uzun_hawar] Pel hêdîka diliviyan, bayekî sivik di navbera pelan re diliviya. [1723 uzun_hawar] Dara tûyê, ez fikirîm, umrê wê ko kesî pê nizanîbû, gewdê wê yê girs ko bi dirêjahiya deh salan hatibû pê, hêz û quweta wê ko bi şev û bi roj, hertim li ber berf û bahozê, baran û pûkê, tav û tîrê li ber xwe dida, reh û rêçên wê ko di kûrahiyên axa reş de mîna gurmistên şêrekî bi axê re bûbû yek û çu quwetê nikarîbû ew jê bi dûr xista, heyata wê ko ji reh û rêçan heta pel û libên tûyan di hemû aliyên wê de, bi dûzan, mîna xwîna însanekî hertim diherikî û xwe diguherand, rawest, aramî û gumrehiya wê ko bêyî ko ew xwe bilivîne û bi derekî din de here, hertim di nav tevgereke xurt de bû, bi van hemû milên xwe, dara tûyê emsaleke baş bû hem ji bo min hem ji bo însanan. [1724 uzun_hawar] Ez hê welê difikirîm, tûyeke bi qasî pêçiyekê ji darê ber bi jêr bû û hate kete ser çavê min ê kor. [1725 uzun_hawar] Siûda min a qebrax! [1726 uzun_hawar] Min bideng got, tû dê were û xwe li aliyê min ê reş biqelibîne! [1727 uzun_hawar] Min ceza tûyê dayê, ew avêt devê xwe, şîrê tûyê devê min bi şêrînahiyeke ecêb xweş tijî kir. [1728 uzun_hawar] Min ji dora xwe çend libên din jî hildan û avêtin devê xwe. [1729 uzun_hawar] Her danê sibê, berî ko min dest bi cixarê bikira, min pariyekî nan dixwar da ko tahma devê xwe biguheranda. [1730 uzun_hawar] Wê sibê jî xurîniya min, tûyên lezîz û mezin ên çemê Dîcleyê bûn. [1731 uzun_hawar] Dara tûyê, dîsan ez fikirîm, berî niha bi pênc salan jî dar weha mezin bû, berî niha bi deh salan jî, roja yekemîn ko min xwe li binê veziland jî. [1732 uzun_hawar] Kê ev li vir çandiye? [1733 uzun_hawar] Umrê wê çi ye? [1734 uzun_hawar] Bîst sal, pêncî sal, sed, du sed, sê sed sal? [1735 uzun_hawar] Kê ev dara yekta mîna şitil dîtiye, av daye şitilê, pelên wê yên yekemîn ko bişkovîne, hijmartine, ahengek dane şax û guliyên wê, tûyen wê yên yekemîn xwarine? [1736 uzun_hawar] Kê mîna min di bin de pal daye, di xew re çûye? [1737 uzun_hawar] Kê xwe spartiye siya wê, di bin de sifre danîne û xwarin xwarine? [1738 uzun_hawar] Belê, însan hatine û çûne, dewr û dewran, wext û mewsim hatine û çûne, lê dara tûyê her di cîhe xwe de maye û şahidî li her celeb hatin û çûyinê, li her celeb guherînê kiriye. [1739 uzun_hawar] Xwezî niha zimanê vê darê hebûya, min got, wê serpêhatiyên xwe, tişt û bûyerên ko wê dîtine, gotin, sohbet û stranên ko wê bihîstine, bigota û ji min re behsa tecrubeyên xwe bikira... [1740 uzun_hawar] Li ser serê min dara tûyê, li ber min jî çemê Dîcleyê û ji min hinekî bi dûr, li qiraxên çêm, çend teyrên mezin ko bi qulingan dişibiyan, dixuyan. [1741 uzun_hawar] Çemê Dîcleyê bi serpêhatî û tecrubeyên xwe yên bi hezaran salan, bi aramî, li ber min diherikî. [1742 uzun_hawar] Çem ji kû dihat û ber bi kû diherikî, li kû diza, li kû winda dibû? [1743 uzun_hawar] Wî li war û welatên din çi didîtin, bi kîjan av, avzê, gol, co, çem û deryayan re dibû yek, ji kîjanê vediqetî? [1744 uzun_hawar] Dara tûyê, çemê Dîcleyê, ez qîriyam, deng derxin, dengê xwe bilind bikin, çêla însanan, wext û heyamên wan, serpêhatî û tecrubeyên wan bikin. [1745 uzun_hawar] Lê ne dar ne jî Dîcle dipeyivî, bi tenê dengê sivik ê bayê ko di navbera şax, gulî û pelên darê re û di ser pêlên avê de xwe dilivand, dihat. [1746 uzun_hawar] Dara tûyê, çemê Dîcleyê... tevî bedewî û gumrehiyê, sukûneta wan; tevî xemil, bedewî û aramiya wan; tevî umrekî kevn, dewlemendî, ber, hêşînahî û rengên wan; tevî bêdengiyê, serpêhatî û tecrubeyên wan; tevî bêzar û bêzimanî, comerdiya wan... [1747 uzun_hawar] Însan jî diviya weha bûya, ez fikirîm; însanekî gumreh, lê sakîn; bi xemil, şox û şeng, lê aram; umrekî xas, lê dewlemend, biber, hertim bi kar û şixul; bêdeng, lê xwedî tecrube û serpêhatî; ne devsist û çengebaz, lê comerdê gotina ders û tecrubeyan... [1748 uzun_hawar] Zanîn û tecrube, li wir, li ber devê çem, bêyî ko kesekî wan bibîne, dest li min dikirin. [1749 uzun_hawar] Hingê, di bin dara tûyê de, piştî ko min têr tû xwarin, lê berî ko min dest bi cixarê kir, çavê min li ser tîrêjên şewqîn ên li ser ava Dîcleyê, min biryareke nû ya heyata xwe da û biryara xwe, ji xwe, ji dara tûyê û çemê Dîcleyê re, çend caran, bi deng, dubare kir; Biro, te gaveke nû ya heyatê divê. [1750 uzun_hawar] Biroyê tiredîn, te ders û tecrubeyên nû yên heyatê divên. [1751 uzun_hawar] Biroyê kor ko dixwaze ji korahiya xwe stranan derxe, çavê xwe yê sax veke û li min û li darê binihêre (heke tu dikarî), te mîna vê dara tûyê kemilandin, xemilandin, şax û gulî, ber û dewlemendî divê. [1752 uzun_hawar] Biro, Biroyê nîvçe, nîvçav, nîvêzidî, nîvmisilman, nîvfile, nîvcihû, nîv ji vir, nîv ji wir, de rabe pê, bide rê û here, heta ko ev çemê hanê ko tu pê mezin bûyî, ko tu strana wê dihûnî, diherike, heta ko çem xwe digihîne çemên din an jî deryayên din, tu jî pê re be û pê re here. [1753 uzun_hawar] Biro, sêwiyo, tu bî, tu ji bîr nekî; bipirse, metirse. [1754 uzun_hawar] Biro, tiralo, de rabe ser piya û here nik hevalên xwe, wan yek bi yek, Migo, Heme, Têlî, Yezdînşêr û yên din bibîne û ji wan re bi dengekî nerm mîna dengê vê dara tûyê bibêje; tecrube bi ceribandinê tên pê û ceribandin ji neceribandinê hertim çêtir e... [1755 uzun_hawar] Dengê nexşeyên bêzar û bêziman, mîna dengê zelzelê, dengekî têkel e ko ji dûr û kûr tê. [1756 uzun_hawar] Piştî ko min biryara xwe da, dengê war, welat, bajar û deverên nû û kevn, şên û kavil di bîr û heşê min de, gav bi gav, bi cîh bû. [1757 uzun_hawar] Min êdî dizanîbû ka daxwaza dilê min çi bû; min dengê wan cîhên ko kahniya ders û tecrubeyên însanî bûn, diviya. [1758 uzun_hawar] Çaxa ez ji dara tûyê veqetîm, min xwe da kuçeyên teng ko di taxên kevnare yên bajêr re digihîştin mala Mam Sefo. [1759 uzun_hawar] Danê sibeyeke ronî û zelal bû, lê bajêr, ji mêj ve, dest bi heyata rojane kiribû. [1760 uzun_hawar] Bazar, mazat, dûkan, qahwexane, kolan tijî bûn. [1761 uzun_hawar] Pez, dewar, ker, hêstir, hesp, hiştir li bin guhê hev diketin, dengên têkel li hev diqelibîn û gumegumeke welê bi ser bajêr de ketibû ko we dê bigota roja mahşerê ye. [1762 uzun_hawar] Li mala Mam Sefo ko bi qasî demeke dirêj bû, min serî nedabûyê, tavilê, ez çûm mitbaxê, warê ko hertim tê de şênî hebûn. [1763 uzun_hawar] Çend qewraş bi tiştine mitbaxê daketibûn. [1764 uzun_hawar] Min ji qewraşeke jar û zirav ko berî yên din pêrgî min hat, Migo pirsî. [1765 uzun_hawar] Migo ne li malê ye, ewê, rûtirş, gote min, lê Armê û dayika wê li jor in. [1766 uzun_hawar] Ji demeke û vir ve min Armê jî nedîtibû û heke ez rastiyê bibêjim min bêrî jî li wê, li lîstikên wê ko hê berdewam bûn, li endama wê ya dirêj, jar û lawaz, li memikên wê ko li gora bedena wê gelekî kiçik bûn, kiribû, lê min hingê wext nebû ko ez biçûma jor, nik wê û diya wê. [1767 uzun_hawar] Migo li kû ye? [1768 uzun_hawar] Min ji qewraş, rûbiken, pirsî, tu pê dizanî? [1769 uzun_hawar] Wê nizanîbû, lê qewraşa ko li ber tifikê bû û agir vedida, li min vegerand. [1770 uzun_hawar] Eger ez ne şaş bim, Migo divê li dêrê be. [1771 uzun_hawar] De bi xatirê we, min got û ji wir lezand. [1772 uzun_hawar] Lê berî ko ez ji derî derkevim, li wan vegeriyam û min domand, [1773 uzun_hawar] Heyra, ji Armê û diya wê re mebêjin ko ez hatime. [1774 uzun_hawar] Ew ê li ber bikevin ko min ew nedîtine. [1775 uzun_hawar] Ez ê piştî şixulên xwe werim. [1776 uzun_hawar] Bi lez ez çûm dêrê ko ji qesra Mîr bi qasî sê taxan û ji camiya Nebî Nûh bi qasî çend sed gavan bi dûr bû. [1777 uzun_hawar] Bexçeyekî fireh û dirêj ê dêrê hebû ko hertim bi hêşînahiyeke bedew reng dida û tê de her celeb dar û çîçek hebûn. [1778 uzun_hawar] Dêr, bi her awahî, hostahiya avahiyên ermenan nîşan dida. [1779 uzun_hawar] Hosteyên ermenan ew, kevir bi kevir, xemilandibûn, kevirên reş ên çiyayê Cûdî û kevirên spî yên mermer ko ji aliyên Mûsilê hatibûn anîn, mîna bergehekê, li hev anîbûn û jê avahiyeke yekta anîbûn pê. [1780 uzun_hawar] Deriyên mezin ên dêrê yên bi rengê tarî ko ji darê gwîzan hatibûn çêkirin, hemû bineqş û bixemil bûn. [1781 uzun_hawar] Pencereyên dêrê fireh, banê wê bilind bû. [1782 uzun_hawar] Berê jî, ez çend caran, bi Mam Sefo, Migo an jî bi Armê û diya wê re çûbûm wir, lê di wî danê sibê de, dêra ko di nav tîrêjên tavê de leylan dida, mîna avahiyeke efsanewî dixuya. [1783 uzun_hawar] Di wî danê sibê de Migo li wir çi dikir? [1784 uzun_hawar] Bi meraq, min hêdîka deriyê mezin vekir û ez ketim hundirê dêrê. [1785 uzun_hawar] Belê, Migo li wir, li milê din ê dêrê, li ber xaça stûr a Nebî Îsa ko stûxwar, li serî taca tijî stirî, xwîn li enî, dest û piyên wî bizmarkirî, melûl, li jêr dinihêrî, tevî bi qasî panzdeh xort û keçên din, li piya rawestabû û distra. [1786 uzun_hawar] Cîhê ko Migo û hevalên wî lê bûn, loş bû, lê tiştê ecêb, ew di nav ronahiyeke zahf geş de bûn. [1787 uzun_hawar] Tîrêjên tavê di pencera jorîn re xwe dirêjî wan kiribû û ew hemû, tevî Nebî Îsa, xistibûn nav xelekeke zêrîn a ronahiyê. [1788 uzun_hawar] Hingê li hemû welatê Cizîra Botanê bi tenê çend avahî hebûn ko pencereyên wan bi cam bûn. [1789 uzun_hawar] Dêr, yek ji wan avahiyan bû. [1790 uzun_hawar] Camên taybetî, ez nizanim ka kîjan, lê ji welatekî Ewrûpayê anîbûn û pencereyên dêrê xemilandibûn. [1791 uzun_hawar] Camê pencereyan tîrêj dibirîn û şewqa wan, hîn xurtir, vediguhezandin hundir. [1792 uzun_hawar] Migo û hevalên wî niha di nav wê topa nûrê de distran. [1793 uzun_hawar] Wan, bi hev re, îlahî ko ermenan jê re digotin şaragan, dixwendin. [1794 uzun_hawar] Lê ev îlahiyên ko niha dihate xwendin, ne mîna îlahiyên gaxantan bûn, ew bêtir bi hedîseke Încîlê dişibiya. [1795 uzun_hawar] Migo ez nedîtibûm, bi qasî çendekê ez welê li kêleka derî, li ser textekî dêrê rûniştim û min guhê xwe da şaraganê. [1796 uzun_hawar] Dêr, stran, şaragan, koma musîkê, dengê hedîsan ko çêla însanan dikir... tiştên ko min hertim, li her derî jê hez dikir; gotinên ko hal û hewalên însanan digotin, çêla serpêhatiyên însanî dikirin. [1797 uzun_hawar] Ma li Medresê jî ne welê bû? [1798 uzun_hawar] Li wir jî min ji hendese, ebced û hesaban bêtir ji gotin, rêz û hedîsên ko qala bûyer û serpehatiyên însanî dikirin, hez nedikir? [1799 uzun_hawar] Ma gotinên ko dibûn dengên însanî bêtir bala min nedikêşandin? [1800 uzun_hawar] Musîk, deng û gotinên ko çêla keser û janê, veqetîn û hesretê dikirin, hêvî û baweriyê, ked û xwîdanê salix didan, geh li dêrê, geh li mizgeftê, geh li vir, geh li wir, coşeke ruhanî dida min, wan dengine nû di ruhê min de dianîn pê. [1801 uzun_hawar] Li dêrê, li wî cîhê nîvtarî, bedewiyeke ruhanî bilind dibû. [1802 uzun_hawar] Lê ne zêde bi aheng. [1803 uzun_hawar] Min dest li Migo kir û çaxa Migo ez dîtim û ji komê veqetiya, bêyî ko ez li hêviya wî bisekinim, ez ji dêrê derketim. [1804 uzun_hawar] Te xêr e? [1805 uzun_hawar] Tu weha danê sibê hatiyî dêrê? [1806 uzun_hawar] Migo gote min, berî ko ew deriyê dêrê di pişt xwe re bigire. [1807 uzun_hawar] Strana we baş bû, min bi dengekî gelekî nerm lê vêgerand, dengê we li hev dihat û hemû bi hev re awayekî paqij ê ruhanî dianî pê. [1808 uzun_hawar] Çawan? [1809 uzun_hawar] Wî, hinekî ecêbmayî û bîhnçikyayî, pirsî û ber bi min hat. [1810 uzun_hawar] Bejna min jê dirêjtir bû, lê herçî gewde bû, gewdê wî heke bi qasî gewdê çinarekê nebûya jî, bi qasî gewdê dareke kal a spîndarên girs ên der û dorên çeme Zapê bû. [1811 uzun_hawar] Wî jî simbêl û rîh berdabû, lê ne mîna bavê xwe, mîna keşeyekî dêrê, ko rîh li ser cênik û gumikan jêdikirin, simbêl û rîh bi hev re li ser çengê dikirin yek û şeklekî mîna çerxekê didanê. [1812 uzun_hawar] Bêguman yekîtiya dengê tîz û dengê qalind girîng e, min destê xwe bir ser simbêlên xwe û gotê. [1813 uzun_hawar] Ahengeke pêwist divê di navbera dengê keçan û kuran de hebe. [1814 uzun_hawar] Bi qasî ko min dît we hîn bêtir xîret divê da ko ahenga dengan were pê; dengên bilind û nizm, dengê keç û kuran, dengê haletên musîkê û însanan. [1815 uzun_hawar] Biro, wî dîsan gote min, tu van tiştan ji kû hîn dibî? [1816 uzun_hawar] Kî hînî te dike? [1817 uzun_hawar] Tu mîna keşeyê me yê koma dêrê dipeyivî! [1818 uzun_hawar] Çu kes... min gotê û ez bêdeng rawestiyam. [1819 uzun_hawar] Çima tu hatî? [1820 uzun_hawar] Wî, piştî bêdengiyeke bi qasî kêliyekê, ji min pirsî. [1821 uzun_hawar] Tu hatî ko van tiştan bibêjî? [1822 uzun_hawar] Na, min gotê. [1823 uzun_hawar] Na. [1824 uzun_hawar] Ma em dikarin bi hev re herin mala we, kitabxanê? [1825 uzun_hawar] Niha? [1826 uzun_hawar] Belê, niha... [1827 uzun_hawar] Wî dengê xwe nekir. [1828 uzun_hawar] Em ketin rê û bi hev re çûn malê, bêyî ko em li rê ji hev re tiştekî bibêjin, ew bi meraq, ez jî bi sedan pirs û fikiran. [1829 uzun_hawar] Li malê tavilê me xwe gîhand qata jor, kitabxanê. [1830 uzun_hawar] Min hilma giran a kitabxanê ko min bêrî lê kiribû, bi nefeseke kûr kêşand hundirê xwe. [1831 uzun_hawar] Kuro ev bîhn, ya toz û gemarê ye, toza kitaban, Migo got, mîna ko bîhna misk û emberê be, tu mîna reqekî avî serê xwe dirêj dikî, difnên xwe vedikî û nefes digirî. [1832 uzun_hawar] Ne xem bû, bila ew bipeyiviya. [1833 uzun_hawar] Ronahiyê li kitabxanê jî leylan dida, tîrêjê tavê li hundir diçirûsîn. [1834 uzun_hawar] Her tişt li kitabxanê mîna xwe bû. [1835 uzun_hawar] Lê îcar li ser masê kitab zahf zêde bûn. [1836 uzun_hawar] Piştî ko min awirek avêt teyrê tawis ko li dîwêr bû, min lezand deriyê şaneşîna kitabxanê, ew heta dawî vekir, ji wir jî çûm ber masê, bêyî ko ez li wan binihêrim, min hemû kitab dan hev û ew danîn kuncikekî, ber lingê refeke bilind. [1837 uzun_hawar] Migo bêdeng li min dinihêrî, tevî ko hê wext nehatibû ko min merama xwe jê re bigota, ji bo ko ez tiştekî bibêjim, min di ber re avêt. [1838 uzun_hawar] Di vê roja xweş de xwezî em niha li war û welatekî din bûna... [1839 uzun_hawar] Wî awirek ji min veda, lê dengê xwe nekir, bisebir li min, li tevgera min a bilez û bez nihêrî. [1840 uzun_hawar] Ez çûm milê derî û ji çaviyeke mezin a refekê min çend nexşe derxistin û anîn, danîn ser masê. [1841 uzun_hawar] Bi dû re jî ez vegeriyam ser refê ko ez hertim li berê bûm, refê kitabên Keso, Naso, Maro û yên din ko dengê dewr û dewranên kevn digîhandin min. [1842 uzun_hawar] Ji wir jî min bi tenê kitaba Keso ya rêwîtiyê wergirt û ez vegeriyam ber masê. [1843 uzun_hawar] Migo, ji kerema xwe were, min got û li ser masa dirêj nexşeyên çermîn ko bi penûsên rengîn hatibûn nexşandin, vekirin. [1844 uzun_hawar] Sê nexşe li ber me vebûn. [1845 uzun_hawar] Nexşeyek der heqê welatên ko di Tewratê de behs dibûn, bû. [1846 uzun_hawar] Yeka din, hukimdariya mezin û fireh ko Îskenderê Mezin bi ger, tevger, rêwîtî û vegirtinên xwe ava kiribû, nîşan dida. [1847 uzun_hawar] Ya sisiyan jî li ser rêwîtiya Keso û deh hezar leşkerên yewnanî ko pê re bûn, bû. [1848 uzun_hawar] Li van binihêre, min gote Migo, çavê min li ser nexşeyan, bêyî ko ez lê binihêrim, li van war û welatan, bajar û mekanan binihêre. [1849 uzun_hawar] Berê jî min ew dîtine, li wan nihêrtiye, ewî, kurt û kin, got. [1850 uzun_hawar] Di hersê nexşeyan de jî çemê Dîcle û Firatê, mîna du xêzên esasî yên nexşeyan, herweha wan war û welatan, ji welatên bakûr ber bi welatên başûr, bi fitloke, bi çiv, geh li kêleka hev, geh ji hev dûr, ber bi jêr dibûn û li jêr, berî ko ew bi deryayê re bibin yek, xwe digîhandin hevûdu. [1851 uzun_hawar] Migo, min bi dengekî zahf nizm got, birayê min ê ezîz, ma em ne kurên çemê Dîcleyê ne? [1852 uzun_hawar] Herê, wî got. [1853 uzun_hawar] Ma ev hersê nexşe jî çêla me, tarîx, serpêhatî û qedera me nakin? [1854 uzun_hawar] Heye ko ew dikin... [1855 uzun_hawar] Na, ne ko heye ko ew dikin, ez ji te re bi misogerî bibêjim, ew çêla me dikin. [1856 uzun_hawar] Biro, dev ji dînîtiye berde, Migo, biacizî, li rûyê min nihêrî û gote min, tu çi dixwazî bibêjî? [1857 uzun_hawar] Daxwaza dilê te çi ye? [1858 uzun_hawar] Ez divê vegerim dêrê. [1859 uzun_hawar] Daxwaza dilê min eve ye, min got û rawestam da ko bala wî, bi temamî, bikêşînim ser dengê xwe yê nermik. [1860 uzun_hawar] Daxwaza dilê min birayê min ê delal, ez, tu, Heme, Yezdînşêr û hevalên din, em hemû bi hev re bikevin rê û bidin pey Dîcleyê û pê re herin, heta war û welatê ko ew tê de xwe digihîne deryayê. [1861 uzun_hawar] Em wan war û welatan bibînin, însan, heywan ax û çiyayên wan binasin, li dengên wan ên xerîb guhdarî bikin, ji avên wan vexwin, nan û xwarinên wan ên ko em nas nakin, bixwin. [1862 uzun_hawar] Biro, hinekî bizdidayî, mîna ko ew veciniqe, got, min dizanîbû ko tu dîn î, lê ne evçend! [1863 uzun_hawar] Te mêjiyê keran xwariye? [1864 uzun_hawar] An te mêjiyê xwe bi kayê re xwariye? [1865 uzun_hawar] Bibêje, çi bi te hatiye? [1866 uzun_hawar] Na, birayê min, min sakîn jê re got, êdî wext hatiye ko em bi firê kevin, ders û tecrubeyên nû ko ji tarîxeke kevnare tên, li heyata xwe ya xeşîm zêde bikin... [1867 uzun_hawar] Tiredîno, tu bawer î ko Bavo dê rê bide? [1868 uzun_hawar] Eger ew rê bide jî ka pere, ka îmkan, em ê çawan herin, kî dê me bibe, bi kû de? [1869 uzun_hawar] Tu van tiştan hemûyan li hêviya min bihêle, birayê xwe yê man û nemanê, min destê xwe yê çepê avêt ser milê wî û gotê, xwediyê sebrê, melîkê Misrê ye. [1870 uzun_hawar] Hîç xem mexwe, kesê ko bikeve dîlanê, divê xwe bihejîne jî. [1871 uzun_hawar] Baş e, eger em li wan welatên xerîb riya xwe şaş bikin, winda bin? [1872 uzun_hawar] Şaşî hertim para me însanan e. [1873 uzun_hawar] Ma em li vir jî riya xwe şaş nakin? [1874 uzun_hawar] Ferz bike ko me li wan deran riya xwe şaş kir, lê ma ne îhtimal e ko em bikaribin ji riyên şaş riyeke nû derxin, ne welê? [1875 uzun_hawar] Tu mîna însanên baqil napeyivî, dev ji van sewdayan berde, here ser kar û şuxilê ko tu pê dizanî, ez divê herim, ewî got û bêyî ko li min vegere an jî guhdarî bike, bi bazdan, da rê û çû... [1876 uzun_hawar] Ez, kenek li ser rûyê min, di destên min de nexşe û kitêb, derketim şaneşînê û çûm li ser dîwana ko li milê çepê bû, rûniştim. [1877 uzun_hawar] Min nexşe, yek bi yek, dîsan vekirin. [1878 uzun_hawar] Dido ji wan bi latînî, yek jî bi erebî bû. [1879 uzun_hawar] War, welat, çiya, deşt, av, çem, bajar, gund hemû erdên Mezopotamyayê di nexşeyan de, kite bi kite, dixuyan. [1880 uzun_hawar] Dîcle, Firat, Zap, Xabûr, Diyarbekir, Mêrdîn, Cizîrê, Berwar, Mûsil, Bexda, Bedrî, Lalêş, Nînove, Babîl, Ûr, Sûsa, Şetul Ereb hemû li ber min bûn. [1881 uzun_hawar] Mîna ko dengên têkel ên wan war, welat û bajaran ji nexşeyan bilind bin û li ber guhê min kevin, bi qasî bîskekê min çavê xwe girt û guhê xwe bel kir. [1882 uzun_hawar] Ez kî bûm, ji kû bûm, aîdê çi û kê bûm? [1883 uzun_hawar] Heye ko çu kes û çu kesî, çu war û çu welatî. [1884 uzun_hawar] Lê belê heye ko herkes û herkesî, her war û her welatî. [1885 uzun_hawar] Di nav wan fikir û gumanan de, min bi tenê, bi tiştekî dizanîbû; ez kî bûma, aîdê kê bûma jî, kes û nas, war û welatê min di nav wan nexşeyan de bû. [1886 uzun_hawar] Piştî ko min çend cixare kêşandin, li nexşeyan nihêrîn, li dengên ko ji nexşeyan bilind dibû, guhdarî kirin, min nexşe danîn aliyekî, li çemê Dîcleyê nihêrî û kitaba stur a Keso vekir. [1887 uzun_hawar] Min dizanîbû ka rûpel û berge-ha ko ez lê digeriyam, li kû bû. [1888 uzun_hawar] Min wê rûpelê heye ko berê jî bi sedan caran vekiribû, vekir. [1889 uzun_hawar] Sûretekî ko seranserê rûpel vegirtibû, dixuya; bi qasî deh leşkerên Keso ko hemû çekdar bûn, bi feryad û fîgan, li ser kelekekê, ji qiraxekî asê yê çemekî har ko pêl dida, ber bi qiraxê din ê çêm diçûn. [1890 uzun_hawar] Bi çi zimanî diqîriyan? [1891 uzun_hawar] Qîreqîra wan çawan bû û ya herî girîng, wan ê bikaribûya xwe bi milê din ê çêm bigîhanda? [1892 uzun_hawar] Ew ê bikaribûna ji pêlên har xelas bûna? [1893 uzun_hawar] Li ber min çemê Dîcleyê, bi qasî kêliyekê dirêj, serê min bi pirsên min ên hertimî yên weha tijî, min li sûret, çem, kelek, û însanên li serê nihêrî. [1894 uzun_hawar] Dengê kelekên çemê Dîcleyê, mîna dengê defê ye, – ko ji dûr ve xweş tê. [1895 uzun_hawar] Gava însan dengê defê dibihîse, welê bawer dike ko dîlan e, her tişt xweş û rind e. [1896 uzun_hawar] Lê rewş pirî caran ne mîna dengê dûr e. [1897 uzun_hawar] Herçî kelek e, gava meriv lê siwar dibe û wê berdide nav çêm, hingê tavilê her tişt diguhere. [1898 uzun_hawar] Mîna her tiştî, kelek jî qayideyên xwe yên xas hene. [1899 uzun_hawar] Bi serê me de jî welê hat, rêwîtiya me ya çêm û serpêhatiya me û kelekê, ne li gora daxwaza me, lê li gora qayideyên kelekê hate pê. [1900 uzun_hawar] Piştî ko min daxwaza dilê xwe ji Migo re got, bi qasî çend mehan, heye ko bi qasî salekê, ez her li xewna çûyinê fikirîm û min miraza xwe ji gelek kesên din re jî got. [1901 uzun_hawar] Herwekî Migo, di destpêkê de herkesî henekên xwe bi min kirin an jî gunehê xwe bi min, bi xortê sêwî ko heş ne li sêrî bû, anîn. [1902 uzun_hawar] Tevî ko ew war û welatên nexşeyan gelekî nêzîkî me bûn, însanan ew gelekî dûrî xwe didîtin, mîna ko ew heft qat di binê erdê de bin, an jî heft qat li ser asimanan. [1903 uzun_hawar] Ew war û welat, ji bo însanên ko gundekî nêzîkê Cizîrê jî mîna welatekî dûr dihesibandin, mîna war û welatên xewn, efsane û çîrokan bûn. [1904 uzun_hawar] Bi dû Migo re, ez bi Hemeyê malwêran re, geh li malê, geh li Medresê, peyivîm. [1905 uzun_hawar] Heme ko jar, zirav û bejndirêj bû, xwe dabû îlmê îslamiyetê û wî dil hebû ko bibûya alimekî jîr. [1906 uzun_hawar] Heşê wî ko hertim bi mesele û dozên gelekî manewî û bilind tijî bû, tiştek ji hal û hewalê min, ji bîr û dîtinên min nedibirî. [1907 uzun_hawar] Heme ko hevalên wî, hema çi bigire, hemû mele û feqeyên rîspi û navsale bûn, hê hingê bi cidîyet û rûtirşiya xwe hatibû nasîn, lê gava wî ez didîtim û hinekî li min guhdarî dikir, kenekî şermoke dihat û li ser wechê wî yê esebî vedinişt. [1908 uzun_hawar] Gotina wi ya yekemîn, hertim eynî bû: [1909 uzun_hawar] Kuro, dev ji dînitiyê berde, hinekî cidî be, ewî digot û mîna mamosteyên me yên Medresê, gotinên xwe yên esasî, mîna libên tizbiyê, di nav pêla gotinan de, li pey hev, yek bi yek, giran bi giran, rêz dikirin; cidiyet esas e, îlahiyet li ser her tiştî ye, manewiyat girîng e, serfiraziya dînî hedef e... [1910 uzun_hawar] Heme ko simbêlên zirav li lêva xwe ya zirav a jorê zêde kiribû, tesbiyên not û neh libî di destan de, hertim libasên paqij ên nûşuştî li xwe dikirin û herçiqasî bi qasî hedîsên pêxemberan nebûya jî, hê di wî umrî de, hewl dida ko mîna hedîsan ko tijî ders û şîret bûn, bipeyiviya. [1911 uzun_hawar] Lê dawiya dawîn, piştî xîret û rikeke bêpayan, min Heme ko êdî pê re li ser tir û fisên wî henekî nedibû, îkna kir. [1912 uzun_hawar] Rojekê, li Medresê ko êdî bi temamî war û welatê Heme bû, li malikeke teng ko gava Heme bi îlmên bilind radibû, xwe dispartê, min Heme xewle kir û careke din gotin anî ser rêwîtiyê. [1913 uzun_hawar] Kitabên Îbnî Erebî û Ehmedê Xezalî li ber wî, ruh û heşê wî bi nûra îlahî jixweveçûyî, piştî gotinên wî yên herdayim, wî, bi dengekî nerm ko tê de êdî çilkên hêvî û nermahiyê hebûn, ji min pirsî, [1914 uzun_hawar] Ez dizanim şixulê te, ne şixulê aqilan e, lê tu bibêje min, eger tu dest bi rêwingiyê bikî, te dil heye ko tu herî Bexdayê jî? [1915 uzun_hawar] Min pirsa wî bêguman fahm kiribû. [1916 uzun_hawar] Pêşî ez li ser Îbnî Erebî û Xezalî û li ser mezinahiya wan, paşê jî, bi qasî kêliyeke dirêj li ser Bexdayê, Harûn Reşîd, padîşahê ko dînê îslamiyetê derxistibû qata heftan a asimanan, medeniyeta îslamî û Bexda, pêwendiya çîrokên Hezar û Şevekê û Bexdayê, Şehrezada ko hemû çîrokên welatên Mezopotamyayê her şev, li pey hev, bêwest û bêrawest digotin, peyivîm. [1917 uzun_hawar] Hemeyê bira, min gotê, bifikire ko ev çemê Dîcleyê ko tu niha jî dikarî li dengê wî guhdarî bikî, eynî mîna Cizîrê, di Bexdayê re jî derbas dibe. [1918 uzun_hawar] Bifikire birako, ew şevên Şehrezad û şevên ko Şehrezad qalê dike, şevên Bexdayê ne, şevên ko bi stêrên helesor alem û asimanan dineqişînin; ev kitabên ko niha li ber te ne, ew kitabên ko em dixwînin, hemû bi awayekî xwe digihînin Bexdayê. [1919 uzun_hawar] Herçend hemû riyên Ewrûpayê xwe digihînin Romayê, ewçend hemû riyên Rojhilatê jî xwe digihînin Bexdayê. [1920 uzun_hawar] Bifikire, ez, tu, hevalên din, em hemû bi hev re li Bexdayê... [1921 uzun_hawar] Piştî xeberdana min a dirêj ko ne kêmî gotareke manzûm a neqişandî ya edebiyata erebî bû, ewî dengê xwe nekir, bi bêdengiyê re ez jî hew peyivîm û min hêdîka Heme, tevî kitabên wî, li hicra ko bi hilmeke giran bîhn li merivan diçikand û bi qendîlekê ronî dibû, terk kir û ez derketim. [1922 uzun_hawar] Lê tiştê ecêb ev yeka hanê bû; însanê ko herî zêde ez jê ditirsiyam ko bibêje na û rê li ber me bigire, ji bervajiyê, însanê herî maqûl derket. [1923 uzun_hawar] Belê, ez qala Mam Sefo dikim. [1924 uzun_hawar] Migo ez tirsandibûm û min welê bawer dikir ko dema min meselê jê re vekira, ew dê bi misogerî bigota no. [1925 uzun_hawar] Lê welê nebû. [1926 uzun_hawar] Û berî ko ez meselê jê re vekim, ewî gotin anî ser mesela rêwîtiyê. [1927 uzun_hawar] Em bibêjin bi qasî şeş, heft mehan bi dû axaftina min a yekemîn a bi Migo re, rojekê, danê êvarê, li mala Apê Xelef, ez û Apê Xelef ko êdî gelekî kal bûbû, li ber derî, bala me li ser tîrêjên tavê ko li ser ava Dîcleyê rengekî sor û mor dianî pê, li ser kursiyên nizm rûniştibûn û qala serhişkî û guherînên Heme dikir. [1928 uzun_hawar] Keyayekî Mam Sefo hat û bangî min kir ko ez biçûma malê, nik Mam Sefo. [1929 uzun_hawar] Min Apê Xelef ko êdî ne dikarîbû li bilûrê xista, ne behsa berîvanên guhantijî bikira û ne jî gunik bifirkanda, di cîh de hişt û bi bazdan ez çûm mala Mam. [1930 uzun_hawar] Mîna gelek caran, Mam, qelûn di dev de, simbêlbadayî, cil û bergên botî yên rengîn lê, li kitabxanê bû. [1931 uzun_hawar] Lê îcar ew ne bi tenê bû, li nik wî pisporekî din ê Mîr, Apê Oxir ko navê wî yê esasî Oganes Çalktiyan bû û mîna Mam Sefo bi eslê xwe ermen, lê însanekî kal ê rîspî û kinik bû, li piyan, li ber masê rawestabû. [1932 uzun_hawar] Were, Biro were, Mam gote min. [1933 uzun_hawar] Min deriyê kitabxanê hêdîka girt û ez gav bi gav çûm nik wan, kêleka masê. [1934 uzun_hawar] Li ser masê kitabine nû yên bi çermê reş û sor cîldkirî ko min hîç nedîtibûn, hebûn. [1935 uzun_hawar] Tu birakê min Oxir dinasî, ne welê? [1936 uzun_hawar] Mam ko êdî kalîtiyê şopên xwe li ser rû û eniya wî bi cîh dikirin, biken, ji min pirsî. [1937 uzun_hawar] Herê, min, çavê min li kitaban, gotê. [1938 uzun_hawar] Kitab... van kitaban mamê te Oxir ji Kostantînopolê anine. [1939 uzun_hawar] Ew nû ji wir tê. [1940 uzun_hawar] Piştî vê gotinê, Mam ko hinekî din qelewtir bûbû û hema çi bigire stûyê wî bi mil re bûbu yek, vegeriya ser Apê Oxir û jê re qala min, jîriya min, hewesa min a kitaban, daxwaza min a dengbêjiyê kir. [1941 uzun_hawar] Lê ji nişka ve, ew dîsan vegeriya ser min û bilez pirsî, [1942 uzun_hawar] Biro, ka tu nabêjî min, mesela te û çûyinê çi bû? [1943 uzun_hawar] Ewî ji kû bihîstibû? [1944 uzun_hawar] Min dizanîbû ko Migo, ji ber tirsa xwe, pê re nepeyivîbû. [1945 uzun_hawar] Çu pêwendiya Mam û Heme jî nîn bû. [1946 uzun_hawar] Min hê ji Armê re jî, da ko ew pê neêşe, behsa çûyinê nekiribû. [1947 uzun_hawar] Gava meriv kar û şixulê mîrekiyekê digerîne, bivê nevê, haya merivan ji gelek tiştan dibe, Biro. [1948 uzun_hawar] Min bihîst ko te dil bi rêwîtiyekê heye, ne welê? [1949 uzun_hawar] Dengê wî nerm mîna qedîfe bû. [1950 uzun_hawar] Min ji deng derxist ko min dikarîbû her tiştî, tevî ko Apê Oxir li nik me bû, jê re bigota. [1951 uzun_hawar] Dîsan bilez û bez min xwe spart nexşeyan, ew derxistin û anîn li ber wan raxistin û mîna berikên tivingeke şeşxane ya helqedar, min gotin li pey hev, bêyî ko ez nefesek bigirim, reşandin. [1952 uzun_hawar] Geh bi dest û pî, geh bi tevger û nîşan, geh bi nexşe û kitap, geh bi rêz û gotinên kitaban ko ez hîn bûbûm, ez bêrawest her peyivîm, – heta ko Mam bi milê min girt û ez dam sekinandin. [1953 uzun_hawar] Biro, ewî bi hêdîka got û hinekî rawesta da ko ez li xwe warqilim, niha guhê xwe bide min, Biro tu baş dikî, baş difikirî. [1954 uzun_hawar] Here. [1955 uzun_hawar] Migo jî bi xwe re bibe û here... gotineke me heye, dibêjin, bi xweziya kes ranahêjê baqê keziya. [1956 uzun_hawar] Tevger divê. [1957 uzun_hawar] Herin, reh û rêçên me hemûyan, yên te, yên min, yên Migo, yên ehlê file, yên misilmanan, yên cihuyan hemû li wir in, herin wan war û welatan bibînin, hê ko dereng nebûye... Apê te Oxir ko ji Stenbolê tê, xeberên kirêt ên şer anîne. [1958 uzun_hawar] Dûman dîsan ji beroşa Âlî Osmanê bilind dibe, saraya Siltanê Osmanî dîsan dikele. [1959 uzun_hawar] Welê dixuye ko bayê xerbî yê şer ber bi me tê. [1960 uzun_hawar] Berî ko ba xwe bigihîne me, hûn herin, ez ê aliyê we bikim, herin... [1961 uzun_hawar] Çend hêstir li ser bîbikên çavê min, mîna wê roja yekemîn ko ez li kitabxanê bûm, dîsan min xwe avêt destên wî. [1962 uzun_hawar] Texmîna wî rast derket, çend sal bi dû wan gotinan re, bayê xerbî yê şer xwe gîhand deverên me jî... bayên xerbî yên şer... gotineke çiqas di cîh de... çêla me jixwe li ser vê gotinê ye, ez ê werim ser bayên xerbî û şer jî, lê niha gotina min li ser çûyinê, çûyina ber bi bayên şerqî yên tarîxê ye. [1963 uzun_hawar] Piştî ko Mam Sefo vekirî piştgirî li min kir, şixulê min jî gelekî hêsan bû û fikra çûyinê li bajêr deng da. [1964 uzun_hawar] Herwekî ko seriyên simbil ên genim ko gava dikemilin, li pey hev, yek bi yek dibişkivin, piştî gotinên Mam, hevalên min jî yek bi yek hatin ser daxwaza min. [1965 uzun_hawar] Migo gote erê, Heme ko çu carê, ji bo çu tiştî razîbûna xwe diyar nedikir, gote »hele em binihêrin«, lê gotina wî jî herê bû. [1966 uzun_hawar] Min dil hebû ko Yezdînşêr jî bi me re bihata, lê di wan wextan de, ji bo ders û perwerdeyiya eskerî, tevî çend kurên din ên beg û serekeşîran, ew çûbû mektebeke navdar a osmaniyan. [1967 uzun_hawar] Herçî Têlî, kurê Mîr bû, ewî dixwest bi me re bihata, û ne bi tenê ew, Necîb û Elî Şamil ko birayên wî bûn û êdî bejn avêtibûn, bi xwe re bianiya. [1968 uzun_hawar] Lê Têlî kurê Mîr bû ji herdu çavan kor bû. [1969 uzun_hawar] Ez kor, ew kor, Heme jixwe korê alemê, Migo korê nefs û bedena xwe... Halê me dê çi bûya? [1970 uzun_hawar] Herwekî ko hatiye gotin, heke kor bide pey kor, ew ê di koncalê de werbe. [1971 uzun_hawar] Tirsa min jî eve bû, ko em hemû di nav pêlên Dîcleyê de werbûna. [1972 uzun_hawar] Li milê din, heke tiştekî bi serê wî û birayên wî ko hê jî zarok bûn, bihata, diviya heta mirinê êdî min pê li axa Cizîra Botanê nekira, da ko min bikaribûya xwe ji hêrs û xezeba Mîr ko gelekî nas bû, rizgar bikira. [1973 uzun_hawar] Ji ber vê yekê min cesaret nekir ko ez kel û coşa Têlî rakim û min jê bi tenê xwest ko ew ji bo me û rêwîtiya me dua bike û ji Yezdanê dilovan niyaz bike ko em bi ser kevin. [1974 uzun_hawar] Ji bilî wan jî zahf kesên din dixwestin bi me re werin, lê me koma xwe fireh nekir û dawiyê biryar da ko Migo, Xerapêt ko bi eslê xwe ermen û hevalekî min û Migo bû, Heme, Kemaledîn, hevalekî Heme yê esebî û jixwerazî ko kurê şêxulîslamê Mîr Mele Evdilqudis bû û ez, bi hev re biçûna. [1975 uzun_hawar] Pênc kes ko umrê wan di navbera hejdeh û bîst û pêncan de bû. [1976 uzun_hawar] Lê koma me ne bi tenê hewqas bû, sê kesên din jî lê zêde bûn; Apê Yaqûb, kurê wî Bedros û segê wan Gurzo. [1977 uzun_hawar] Herê, hûn dikenin, lê segê wan jî bi qasî insanekî, bi qasî min û hevalên min jîr, bîrbir û baqil bû. [1978 uzun_hawar] Heke Gurzo ko segekî gurix ê yeman ê çiyayên Hekarê, deverên Tiyarî bû, bi me re nebûya, heye ko em bimiriyana. [1979 uzun_hawar] Apê Yaqûb ko keldan bû û dostekî baş ê Mam Sefo bû, kelekvanê herî hoste yê hemû navçê bû. [1980 uzun_hawar] Mam Sefo pê re peyivîbû ko ew rêberiya me bike û em rêwîtiya xwe pê re li dar xin. [1981 uzun_hawar] Kurê wî Bedros ko di umrê me de û li dêreke çiyayê Aşîta û Tixûmayê, li ber destê keşeyên nastûrî şagirtî dikir, xwestibû tevî me were. [1982 uzun_hawar] Ez dirêj nekim, di keleberbangeke sibeyeke destpêka payizê, di wextekî ko stêr edî diheliyan, gupikên çiyan êdî hişyar dibûn, kerwan haziriyên xwe yên rêwîtiyê dikirin, diz ji keleporên xwe vedigeriyan, keleş û mêrkuj tivingên xwe tijî barût û gule dikirin, mele û keşeyan ji bo nimêj û niyazên sipêdê dest û rûyê xwe dişuştin, lê însanên ko her rojeke nû li umrê xwe zêde dikirin, hê jî di nav xew û xewnan de bûn, yanî di wextekî bêdeng de ko ji bilî dengên tebiyetê çu deng hê nîn bû û bi her awayî li çîrok û serpêhatiyan dihat, li milê jor ê çêm, li ber pozê qiraxên Dîcleyê yên Birca Belek a qesra Mîr, Migo, Heme, Xerabêt, Kemaledîn û ez ko her yek ji me xwedî xewneke xas û li pey hedefeke taybetî bû, tevî sindoq, zexîre û barên xwe, em li keleka Apê Yaqûbê simbêlboq, ko kurê wî Bedros û segê wî Gurzo yê çikî spî û bi qasî însanekî girs jî tê de bûn, siwar bûn, me ji Mam Sefo, Armê, Apê Xelef, Gulîzerê, Têlî û çend heval, dost, xisim û nasên din ko ji bo birêkirinê hatibûn, xatir xwest, berê xwe da welatên jêr û dest bi rêwîtiya xwe kir. [1983 uzun_hawar] Dengê Lalişê ko ez li pey bûm, bi hêsanî negihîşte min. [1984 uzun_hawar] Lê berî ko ez gotinê bînim ser Lalişê, ez ê kite bi kite, ji destpêkê, ji we re çêla rêwîtiya me bikim. [1985 uzun_hawar] Me di destpêkê de şaşiyeke mezin kiribû, em, rêwiyên kelekê, mîna erd û asiman, roj û şevê, ji hevûdu cihê bûn. [1986 uzun_hawar] Kel û heyecana min çavê min ê sax jî kor kiribû da ko min tiştê nebûyinê, yanî tiştê ko herî berbiçav bû, nedîta. [1987 uzun_hawar] Zaroktiya min, Migo û Heme bi hev re derbas bûbû, lê em êdî mezin bûn û herçiqas derew bûya jî me xwe zilamên xwedî nav, cîh û rûmet dihesiband. [1988 uzun_hawar] Em her yek bi awayekî perwerde bûbûn û her yekî ji me riyek û armanceke xas dabû ber xwe. [1989 uzun_hawar] Migo û Heme, tevî ko ew li hev hatibûn û bi hev re dipeyivîn, jixwe, piştî pevçûna wan, ji hev ne xweş bûn. [1990 uzun_hawar] Xerapêt hevalê Migo bû. [1991 uzun_hawar] Min ew dinasî, lê Heme û hevalê Heme wî nedinasîn. [1992 uzun_hawar] Herçî Kemaledîn bû, hûn bibêjin, xezebê Xwedê bû; esebî, cira wî nexweş, ji ken û henekê bi dûr, pozbilind. [1993 uzun_hawar] Kemaledîn ko di ser pozê xwe re bi çu kesî qayil nedibû, bi bejna xwe ya dirêj û jar, rûyê xwe yê zirav, mezinê me hemûyan bû û mîna bavê xwe ewî jî dabû ser riya îlim û medresê û dîsan mîna bavê xwe, dixwest li herkesî, li her cîhî, her wext, hukim bike. [1994 uzun_hawar] Ne bi tenê xûy û cira me ji hevudu cihê bû, herweha xewn û hedefên me jî gelekî cihê bûn. [1995 uzun_hawar] Ji lewre herkesî dil dikir ko rêwîtiya me li gora daxwaz û hedefên wî bihata pê. [1996 uzun_hawar] Hê di roja yekemîn de, piştî ko em ji bajarê Cizîrê veqetiyan û ketin ber pêlên Dîcleyê, danê êvarê ko em, ji bilî Apê Yaqûb û Bedros, hemû bêxew, westiyayî û bi heyecana rêwîtiyê sersem, peregende, li vir û li wir, li ser kelekê dirêj bûbûn, bi qîrîna Kemaledîn, li rastiya xwe ya kirêt vegerîn. [1997 uzun_hawar] Kemaledîn bi dengê xwe yê circirok ko bi dengê qijikekî dişibiya, dikir qîjeqîj; [1998 uzun_hawar] De rabe here ji nik min, neynok file, zû ke, here. [1999 uzun_hawar] Gemariyê pîs î her-am... [2000 uzun_hawar] Kemaledîn ko ji wê qîjeqîjê û pê de min navê wî qulipand ser Kamoyê circirok, diqîriya ser Migo ko hinekî ji Kamo bi dûr vezilîbû. [2001 uzun_hawar] Migoyê ziko ko girs û qelew bû û hertim, sal dozdeh meh, hem di berfê hem di tavê de jê bîhna xwîdanê dihat, welê dixuya, cîh li Kamo teng kiribû. [2002 uzun_hawar] Heke me rê lê negirta, Migo ko di xew de bû û bi qîjeqîja Kamo veciniqîbû, ê Kamo bi şelpeyekê gêrî avê bikira. [2003 uzun_hawar] Çi ewteewtê dikî, segê har! [2004 uzun_hawar] Migo gote Kamo û xwe da hev da ko êrîşekî mîna êrîşên pilingên Ermenistanê ko hîç kesekî nedîtibûn, lê herkesî qal dikir, bibe ser Kamo. [2005 uzun_hawar] Herçiqas bal û endama Migo mîna pilingan nebûya jî, dengê wî bi dengê pilingan dişibiya, nemaze çaxa çavê wî bi perda hêrsê mîna gula bilûrê diçirûsî, orînî pê diket. [2006 uzun_hawar] Lê Apê Yaqûb ko li milê wan, li kuncê kelekê, bi bêrikeke dirêj rê li ber kelekê rast dikir, tavilê xwe gîhand wan û nehîşt ko Migo şelpeya pilingan di rûyê Kamo de biteqîne. [2007 uzun_hawar] Di esasê xwe de, li wir, li ser ava Dîcleyê dengê piling û dengê qijikan rabûna hev û di ser de Kamoyê jixwerazî noqî ave bûya, hîç xirab nedibû, lê me hê nû dest bi rêwîtiya xwe ya xewnan kiribû. [2008 uzun_hawar] Gava em jî gihîştine nik wan, me ew ji hevûdu, heye ko heta dawiya heyata wan, veqetand û Migo hate nik min, milê dawîn ê kelekê û Heme ko herçiqas mîna berê bi ecêbeke giran nebûya jî, hê jê tir û fis diçûn, lezand milê pêşîn ê kelekê û çû nik Kamo, hevriyê xwe yê manewî. [2009 uzun_hawar] Piştî vê xirecirê ko mîna barana nîsanê ji nişka ve hatibû û bêyî ko dinya bide ber xwe, dîsan ji nişka ve, winda bûbû, dinya me ya biçûk a keleka li ser çemê Dîcleyê hinekî haş bû. [2010 uzun_hawar] Jixwe roja me ya yekemîn jî rojeke germ û zelal a dawiya nîsanê bû. [2011 uzun_hawar] Kesên ko bi hal û hewalê çemê Dîcle û Firatê û rêwîtiya kelekan dizanîbûn, şîret li me kiribûn û gotibûn ko me diviya berî dawiya meha adarê çu rêwîtî nekira. [2012 uzun_hawar] Heyama çile û zivistanê, heyama herî dijwar a Dîcleyê ye, berf, baran, zîpik û bahoz ava çêm diqulipîne ser ava Derya Reş ko hertim bi xezeb diçelqe. [2013 uzun_hawar] Hingê av welê bilind dibe ko pêlên Dîcleyê xwe digihînin sînga gir û zinarên qiraxên çêm. [2014 uzun_hawar] Li gora şîretên Apê Yaqûb, me ne bi tenê meha adarê, lê hema çi bigire hemû meha nîsanê jî li pey xwe hîşt da ko me bikaribûya di heyameke aram û zelal de, bêyî îhtimalên nexweş û endîşeyên xeteran, bi selametî rêwîtiya xwe li dar bixista. [2015 uzun_hawar] Gerçî min dizanîbû ko li ser ava Dîcle û Firatê, ji hezaran salan û vir ve, hertim, bi kelekan çûyin û hatineke boş hebû û însan, heywan, mal û zexîre hem ji jorî Mezopotamyayê ber bi jêrî Mezopotamyayê hem jî bervajiyê wê, cîh û war guhestin, lê tevî vê yekê, heta ko ez bi kelekê, li ser ava çêm, ber bi jêrî Dîcleyê nebûm, min nizanîbû ko Dîcle û ava Dîcleyê xwediyê heyateke xas e û rêwîtiya kelekan li ser Dîcleyê, dinyayeke xas e. [2016 uzun_hawar] Hê di roja me ya yekemîn de em pêrgî bi dehan kelekên tijî însan, heywan, telîs û sindoq hatin ku, bi tevgereke geş lê aloz geh ber bi jor geh ber bi jêr diçûn. [2017 uzun_hawar] Heyata li ser ava Dîcleyê şên bû, kelekvanan hevûdû dinasîn, gava ew pêrgî hevûdu dihatin, hal û xatirên hevûdu dipirsîn, ehlê li ser kelekan silav didan hevûdu, kelekan mal û tişt mîna titûn, berikên tivingê, goştê qelî, sebze, hêjîr û tûyê hişk, gwîz û behîv, savar, penêr, çortan didan hevûdu an jî bi hev re diguherandin. [2018 uzun_hawar] Apê Yaqûb ko hemû umrê xwe li ser avê bihurandibû, gotibû me ko li milê rojavayê Mezopotamyayê, piştî welatê Torê, Mêrdîn, Nisêbîn û Ras-ul Eynê, eynî mîna Dîcleyê û ehlê li ser çemê Dîcleyê, rêwîtiyeke boş li ser çemê Firatê jî hebû. [2019 uzun_hawar] Ne bi tenê ehlê der û deverên çêm diçûn û dihatin, herweha esker û zabîtên ordiya Osmanî, paşa û miteserifên dewletê, karmend û karbidestên welatên Ewrûpayê, şêx û begên ereban, keşe û serekên ruhanî yên ermen, keldan û nasturiyan, mîr û begên kurdan, hemû li ser kelekan, bi kêfxweşî, li ser ava çîk î şîn, rêwîtî dikirin. [2020 uzun_hawar] Dîcle û Firat... di nexşeyên Mam Sefo de ko dudo ji wan li nik me bû, ev herdu çemên muqedes hertim bi xetên kûr û neqişandî dixuyan. [2021 uzun_hawar] Herdu çeman jî li jor, li welatê Serhedan dest bi heyata xwe dikirin û ji wir, Dîcle li ser xeta Diyarbekir, Cizîr, Nînova û Mûsil, Nemrûd, Aşûr, Tekrîd, Samara, Bexda û Kut-el Amara, herçî Firat bû, ew jî li ser xeta Gerger, Bîrecûk, El Hama, Raka, Dêrezor, Mecadîn, Ana, Hit, Babîl, Ur û Basrayê ber bi jêr dibûn û herdu çem li Şat-ul Erebê digihîştine hev û bi hev re xwe digîhandin deryayên boş ên bêdawîn. [2022 uzun_hawar] Dîcle û Firatê her celeb welat, her texlîd ax, her şêwe xelk didîtin, di erdên wan re dibihurîn û dawiya dawîn di derya boş de winda dibûn. [2023 uzun_hawar] Çiya û zinarên sar ko hertim gopikên wan bi berf û qeşayê spî dikirin, dar û daristanên şox ko însan nikarîbû tê re derbas bûya, newal û geliyên kûr ko ji bilî heywanên dirende çu kesî nedîtibûn, deşt û beriyên zer ko bi erdên xwe yên biber hertim kahniya heyata însanên Mezopotamyayê bûn, çol û qûmên germ ko ji dinya çiya û zinaran gelekî cihê bûn, hemû bi hev re, perçeyekî heyata çeman danîne pê. [2024 uzun_hawar] Bi dehan, heye ko bi sedan ziman, zarave, gel, ehil, eşîr, civak û mîrekiyên ko qedera çeman danîne pê; ziman û kilamên kevnare yên însaniyetê, dîn û olên herî kevn ên hemû cîhanê, şer û pevçûnên xedar ên tarîxê, ev hemû aîdê tarîxa çeman bûn. [2025 uzun_hawar] Welatê Tewratê, serpêhatiyên Nînova û Babîlê, ger an jî vegera deh hezar eskerên Keso, meşa eskerî ya Skenderê Mekedonî û mirina wî, bajarên ko mîna stêrekê çirûsîbûn û bi dû re hilweşiyabûn, medeniyetên ko dewlemendiyeke nû li tarîxa însaniyetê zêde kiribûn û bi dû re winda bûbûn, ordiyên ko hukim li hemû dinyayê kiribûn û bi dû re têk çûbûn, avahî û eserên bêpayan ên însaniyetê ko bi rengekî hêlesor ronahî reşandibûn ser însaniyetê û bi dû re, bi zelzele û tofanên ko ji Mezopotamyayê hîç kêm nedibûn, bi erdê ve bûbûn yek... Welatê navbera herdu çeman, axa bilindahî û hilweşîn, serketin û şikestin bû. [2026 uzun_hawar] Heye ko li cîhanê ji hemû çeman zêdetir, pî û milên Dîcle û Firatê hebûn, li cîhine navçê, çeman nêzîkî li hev dikirin, li cîhin jî ji hevûdu bi dûr diketin, li herêmên çiyan çemine din mîna Zap û Xabûrê xwe digîhandin çeman û ava wan gurtir, boştir dikirin, li cîhine deştê, çem mîna deryayekê fireh dibûn, di newal û geliyan de, bi çivên fetloke, diqulipîn ser aveke teng mîna co û kahniyan. [2027 uzun_hawar] Ma însan û însaniyet jî ne weha bû? [2028 uzun_hawar] Tarîxa însan û însaniyetê jî ne mîna çeman û qedera wan bû? [2029 uzun_hawar] Li ser kelekê, çavê min li qirax û bergehên doraliyên çêm, hema çi bigire hertim di nav van hîs û fikiran de, geh li pê, li nik Apê Yaqûb, geh rûniştî, geh nivistî, ez hêdî hêdî ber bi kûrahiyên tarîxa welatê navbera herdu çeman dadiketim. [2030 uzun_hawar] Keleka Apê Yaqûb, yek ji kelekên herî metîn û qehîm a hemû Cizîra Botanê û Mûsilê bû; kelek ji darên dirêj û qehîm ên gwîzan hatibû pê û dar bi werîsên qehîm hatibûn girêdan. [2031 uzun_hawar] Hemû doraliyên kelekê, ji binî ve, bi meşkên bizinên deverên çiyayên Tiyar, welatê Hekarê ko bi çermê xwe yê qehîm navdar bûn, rapêçayî bû. [2032 uzun_hawar] Helbet meşk hatibûn werimandin û bi xêra meşkan ko li gora gotina Apê Yaqûb, di nav sîh salan de bi tenê du caran teqiyabûn, kelek li ser avê bi nazenîn diherikî. [2033 uzun_hawar] Lê barê me ko bi dû re bû bela serê me, sivik bû. [2034 uzun_hawar] Gava bar giran bû, kelek hîn çêtir û qehîmtir li ser ave diherikî, lê gava bar sivik bû talûkeyên qulipîn û serûbinbûnê hîn bêtir bûn. [2035 uzun_hawar] Beriya rêwîtiyê, me bi vê yekê nizanîbû, Apê Yaqûb jî welê bawer bû ko em, garaneke însan, ê xwedî barekî giran bûna. [2036 uzun_hawar] Lê barê me bi tenê çend telîs zad û zexîre, çend kîs xwarin û şêrînahî, du sindoqên biçûk ên cil, berg û kitaban bûn. [2037 uzun_hawar] Dinya êdî germ bû û me çu tiştên qalind û giran negirtibûn nik xwe. [2038 uzun_hawar] Bi şevê, piştî ko me çend tîke goştê qelî, tevî nan dixwar, me çûl û kulavên Apê Yaqûb ên kelekê radixistin, cil û kîsên xwe datanîn bin serê xwe, cilekî tenik davête ser xwe û pal dida. [2039 uzun_hawar] Ji bilî wê qîjeqîja Kemaledînê circirok, sê rojên me yên pêşîn, tevî ko ava me bi cokekê de nediçû, bi aramî û xweşî bihurîn, heke em mêş û pêşiyan nehesibînin. [2040 uzun_hawar] Bi bilindbûna tavê re, germahiyeke giran hemû hawîrdor vedigirt û tîrêjan li ser avê, li ser sînga zinarên reş ko lê çu hêşinahî nîn bûn, û zinarên spî ko ji tahtên mermer hatibûn pê û li herdu milên çêm dixuyan, leylan didan. [2041 uzun_hawar] Ne bayekî hebû ne jî hûnikahiyekê ko însên dikarîbû xwe bispartayê. [2042 uzun_hawar] Danê êvarê, berî ko ro here ava, dinya hinekî hûnik dibû, ji bakûr bayekî sivik bi hêdîka radibû û pişta avê mist dida, lê hingê jî ordiya pêşiyan dewsa tirêjên tîn digirt û pêşiyên har mîna tîrên siwarên moxolan bi însên ve didan. [2043 uzun_hawar] Ji ber tirsa pêşiyan me ne dikarîbû agir veda ne jî qendîl pêxista. [2044 uzun_hawar] Ne tavê, lê belê pêşiyan zora me, xortên ko av di gunikên wan de werdigeriya, birin û bi êrîş û înada xwe, em ji hal xistin. [2045 uzun_hawar] Piştî roja yekemîn, dest, rû û hemû bedena me, bi vedana pêşiyan, bû mîna seradekê ko ji qulên sor hatibû pê. [2046 uzun_hawar] Bi tenê Apê Yaqûb ko ji mêj ve hînî pêşiyan bûbû û Gurzo ko ji nişka ve xwe noqî avê dikir û piştî kêliyekê dîsan bi hêsanî hildikişiya ser kelekê, teslîmî pêşiyan nebûn. [2047 uzun_hawar] Piştî sê rojên aram her tişt ji nişka ve guherî, roja sisiyan ko me êdî Cûdî, çiya, dar û tixûbên Cizîra Botanê li pey xwe hîştibû, danê êvarê, ewrên reş asiman vegirtin, bayekî gur derket û êvarê jî tevî birûskên ko dikirin çîrqînî, baraneke boş barî. [2048 uzun_hawar] Apê Yaqûb ko rojên weha zahf dîtibû, bi keft û left, lê bi sikûnet heta hinekî jî kêfxweş, dilopên baran û xwîdanê li ser eniya wî ya fireh û simbêlên wî yên palik, stranek jî li ser lêvên wî, kelek kêşand qiraxê çêm, cîhekî dahlde. [2049 uzun_hawar] Barana boş, mîna hatina xwe, welê jî piştî demekê, ji nişka ve çû. [2050 uzun_hawar] Tevî ko dinya girtîbû û ba hebû, baran sekinîbû. [2051 uzun_hawar] Apê Yaqûb kelek dîsan berda çêm da ko berî berbangê me xwe bigîhanda gundekî ko xismên Apê Yaqûb tê de dijiyan. [2052 uzun_hawar] Tariyeke bêpayan dinya vegirtibû, ne stêr û heyv hebûn ne jî bi qasî misqalekê ronahiyek. [2053 uzun_hawar] Me, nemaze min û Bedros aliyê Apê Yaqûb dikir, li ber destê wî, li gora gotina wî, diçûn û dihatin, tişt didan hev, bi bêrikê geh kelek ji qiraxên çêm bi dûr dixist geh rê li berê rast dikir. [2054 uzun_hawar] Ava çêm gelekî bilind bûbû, ava baranê, ava berf û qeşayên çiyan ko diheliyan, ava kahnî û coyên biharê ko xwe bi çêm digîhandin, hemû bi hev re, rehên çêm leqandibûn û av bilind kiribûn. [2055 uzun_hawar] Herikîna avê, heke ne mîna lehiyekê be jî, xurt bû. [2056 uzun_hawar] Tiştê ko me hîç hêvî nedikir û çu carê nehesibandibû, ber bi destê sibê qewimî. [2057 uzun_hawar] Derengê şevê, piştî ko Apê Yaqûb ji xeweke bi qasî kêliyeke hişyar bû û hate bêrik wergirt, em hemû, li pey rojeke giran westiyayî, peregende, li ser keleka şil, bi cil û kulavên tenik rapêçayî, ketin xeweke kûr, heta ko em bi dengê Gurzo ji xew hişyar bûn. [2058 uzun_hawar] Çilkên yekemîn ên ronahiya sibê, hema çi bigire nû avêtibûn, keleberbangeke nû hê bi temamî serî ranekiribû, lê tariya şevê qelişîbû. [2059 uzun_hawar] Bi hişyarbûna me ve, em hemû veciniqîn; Dîcle har bûbû, pêlên çêm xwe digîhandin sînga zinarên qiraxê milê rastê yê çêm ko gelekî bilind bûn, kelek bûbû mîna hêlekanekê û li ser avê dizivirî. [2060 uzun_hawar] Tiştê herî xirab, Apê Yaqûb bêrik xistibû û êdî çu bêrik, ço, şiv nîn bûn ko ewî bikaribûya pê kelek ji keviran bi dûr xista. [2061 uzun_hawar] Hingê min hêrs û xezeba Dîcleyê jî dît; Dîcle bûbû cinawirekî ko jê agir diçû, ne gotin, ne xîret, ne hewldan, ne lava, ne jî şer lê tesîr dikir. [2062 uzun_hawar] Xuşexuşa avê û xumexuma pêlan tirs û xofeke nedîtî dianîn pê. [2063 uzun_hawar] Di rabûn û ketina kelekê de, pêşî Migo û Heme ko hê jî xew li ser çavê wan bû, gêrî avê bûn. [2064 uzun_hawar] Bi dû wan re jî, jixwe em hemû; pêleke ecêb xurt kelek mîna mûyekî hilda û paşê li ava çêm xist; ji avê pê ve êdî ne kelek mabû ne jî tiştekî din. [2065 uzun_hawar] Dengê Nînovayê, dengên ko ji binê axa Nînovayê, bi bayê sivik ê berbangan, dinehwirî, li Mûsilê li ber guhê min ket. [2066 uzun_hawar] Lê herwekî we ji çêla kelekê jî fahm kiriye, min xwe bi hêsanî negîhand Musilê jî. [2067 uzun_hawar] Bi serûbinbûna kelekê re, ew xeyalên min ko me dê bêyî çu qeza û belayê bikaribûya rêwîtiya xwe bidomanda, bêguman, têk çûn. [2068 uzun_hawar] Hingê ez têgihîştim ko hedefên ko însan didin ber xwe, ger yên şexsî, ger yên fikrî, hertim ji xewn û xeyalên însên dûrtir û dijwartir in û riya wan ne rasterast, lê xwar û tijî fetloke ye. [2069 uzun_hawar] Xeyalên însên mîna stêra Gelawêjê ne, ko ji dûr ve, piştî nîvê şevan, di tariya şevê de, rê şanî rêwiyan dike. [2070 uzun_hawar] Çu kes nikare xwe bi Gelawêja ko mîna xeyalan hertim heye, bigihîne, lê ew li wir, ji însên û dinyayê bi dûr, di asimanan de ronî ye, diçirûse û rê nîşan dide. [2071 uzun_hawar] Belê, keleka Apê Yaqûb mîna pelekî dara tûyê yê payîzê, pêşî noqî avê bû, paşê jî li ser pêlên lehiya ko rabûbû, bi qasî wê dema ko me dikarîbû bidîta, geh li vî milî, geh li wî milî, li kevir û zinarên qiraxên çêm ket û bi dû re ji ber çavan winda bû û çû. [2072 uzun_hawar] Lê ji ber bextê me yê çê, kes ji me ne-mir; kelek li bihureke teng serûbin bûbû, me hemûyan bi avjêniyê dizanîbû û di ser de kelekvanekî hoste mîna Apê Yaqûb û segê wî yê jîr Gurzo hebû. [2073 uzun_hawar] Ez divê ji we re behsa Gurzo ko ji heft bavên însanan jî baqiltir bû, bikim. [2074 uzun_hawar] Gerçî Apê Yaqûb ko ji çiyayên Hekaran bû, hê di destpêka rêwîtiya me de, destê wî yê rastê li ser eniya çîk î spî ya Gurzo, kenek li ser rûyê wî yê gulover, bi serbilindî, çêla esaleta Gurzo kiribû û gotibû ko Gurzo ji bavikeke giregir, heta însan dikare bibêje tirtire, ji bavikê navdar ê kulabî yê şemoyî, dihat, min esaleta Gurzo ko gelekî mezin û bi pazû bû û hertim boça xwe, mîna aleke vekişandî, ber bi jor rep dikir, di wê keleberbanga sibê, di ava har a Dîcleyê de dît. [2075 uzun_hawar] Di destpêkê de heşê min tiştekî ji Gurzo nedibirî, ew jî, heke ez rastiyê bibêjim, mîna min hinekî tiredîn bû, kesî nizanîbû ka wî dê li kû, çi bikira. [2076 uzun_hawar] Çaxa em hildikişiyan qiraxên çêm û me zarûretên xwe bi cîh danîn, ew nedihat, lê gava em dîsan siwarî kelekê dibûn û bi rê diketin, li ber çavê me, ew diçû û li ser telîsan dimîziya; gava em diketin xew, ew dihat û rûyê me, nemaze rûyê min û Bedros dialast û em ji xew hişyar dikirin. [2077 uzun_hawar] Gava me sifra xwe ya seferiyê ko ji nan, pîvaz, bacanê sor, îsot, penêr, çortan, qelî dihate pê, li ser kelekê radixist, ji nişka ve, ewî xwe davêt avê û em û sifre bi çilkên avê şil dikir. [2078 uzun_hawar] Mîna ko ew bi me re qayişê bikişîne, hertim vajiyê tiştên ko bi dilê me bû, dikir; mesela gava tav digihîşte esran û germahî û rêwîtiyê em gêj dikirin, ew dihat li hember me radiwesta, herdu lingên xwe yên dawîn datanî erdê, şeqên xwe vedikirin û ef bikin, têrmaşê xwe yê sor rep dikir û li me dinihêrî. [2079 uzun_hawar] Me dê çi bikira? [2080 uzun_hawar] Lê tiştê herî xweş, wî dizanîbû ka wî dê li hember kê vê yekê bikira; belê, li hember Hemeyê fistûj û Kemaledînê circirok. [2081 uzun_hawar] Gurzo diçû, li hember wan rûdinişt, şeqên xwe vedikirin, têrmaşê xwe mîna tîrekî ko ji kevanê li ber pekandinê be, ber bi wan dikir û bi hizir, li wan dinihêrî. [2082 uzun_hawar] Dilê Gurzo ketiye we, min bi ken digote wan û ez ji wan bi dûr diketim da ko ew êrîş neynin ser min. [2083 uzun_hawar] Heye ko ji ber evîna Gurzo ya Heme û Kemaledîn bû, gava em hemû noqî avê bûn, beriya me hemûyan, Gurzo xwe gîhande Heme û wî kêşand kêleka çêm, paşê jî Kemaledîn. [2084 uzun_hawar] Gava me, ji nişka ve, xwe di nav ava sar a Dîcleyê de dît, em veciniqîbûn, di destpêkê de kesî nikarîbû alîkariya kesekî din bikira. [2085 uzun_hawar] Em, her yekê bi xwe ketibûn. [2086 uzun_hawar] Heke kelek li kevir û zinaran biketa, heye ko çend kes ji me bimirana, lê kelek di nav avê de ser û bin bûbû, em jî noqî avê bûbûn. [2087 uzun_hawar] Tevî vê yekê av gur, pêl bi zexm û doraliyên bihurê tijî kevir bûn. [2088 uzun_hawar] Berî me hemûyan Gurzo bîr bi rewşê bir û kete pey me. [2089 uzun_hawar] Mîna ko gelek caran diqewimî û gelek kes dimirin, heke em di avê de gêr nebûn û nemirin, tê de keda Gurzo gelek e. [2090 uzun_hawar] Serê Heme li kevirekî ketibû û qelişîbû, milekî Migo şikestibû, sê pêçiyên destê rastê yên Bedros jêbûbûn û destê wî qelişîbû, hêtê Kamo, mîna ko te bi kêrê jêkiribe, jêbûbû û goştê wî yê pelizî dixuya. [2091 uzun_hawar] Parsûyên Xerapêtê ko hertim bêdeng bû, şikestibûn. [2092 uzun_hawar] Herçî ez bûm, ajnûya min a rastê pêrgî kevirekî hatibû û ecêb diêşiya. [2093 uzun_hawar] Bi tenê Apê Yaqûb ko bi hal û hewalê avê dizanîbû bêyî ko tiştekî pê bibe, xelas bûbû. [2094 uzun_hawar] Lê kelek, telîs, sindoq, cil û berg, kitab û nexşe, xwarin û vexwarinên me hemû di ber avê re çûn û rêwîtiya me ya kelekê ko me dil hebû heta Samarayê bidomanda, li wir, di nav bihurê de, bi dawî hat. [2095 uzun_hawar] Di qewimandinên weha neçê de, divê însan ne li neçêyiyan, lê li çêyiyên di nav neçêyiyê de hene, bifikire, herwekî ko alîmekî ko navê wî niha nayê bîra min gotiye; dewsa ko em li stiriyên gulê bifikirin û li ber kevin, divê em kêfxweş bin ko gul dikare di nav stiriyan de bibişkove. [2096 uzun_hawar] Em ji mirinê xelas bûbûn, bi alîkariya Apê Yaqûb û Gurzo me hemûyan xwe bi qiraxên milekî çêm gîhandibû û gundê ko Apê Yaqûb qal kiribû û bûbû sebebê lezandina me, nêzîkî me bû. [2097 uzun_hawar] Bi dû çûyina Apê Yaqûb û Gurzo ya gund re, em bibêjin bi qasî danê sibehekê, Apê Yaqûb, Gurzo û gundî, tevî hesp, bergîr, nivîn û darbestan hatin û em hildan birin gund. [2098 uzun_hawar] Bi qasî sê, çar mehan, heta ko havîna kambax a şewitî jî di ser me re qulipî em li gund man da ko birînên me hinekî bicebirin. [2099 uzun_hawar] Halê Heme ko eniya wî ji aliyê çepê ve qelişîbû û hemû qoqê wî kupiyayî bû, gelekî xirab bû. [2100 uzun_hawar] Bi qasî çend heftan, bêyî ko gotinek ji devê wî derkeve, jixweveçûyî, ew raza, lê paşê ew hêdî hêdî, roj bi roj, bi ser xwe de hat. [2101 uzun_hawar] Rewşa milê Migo û parsûyên Xerapêt jî xirab bû, lê ew, mîna birînên Kamo, dicebirîn. [2102 uzun_hawar] Herçî pêçiyên Bedros bûn, tiştekî ko însên bikira nîn bû, ew jî mîna min diviya hînî derbên felaketan ko di bedena însên de şopên kûr dihîştin, bibûya. [2103 uzun_hawar] Piştî ko me, her yek ji me li malekê, mehên xwe li gundê ko ji keldan û kurdan hatibû pê, pişta xwe dabû qûntarên çiyê û tê de darên givîj, berû û tûyê hebûn, temam kir, em li hev civiyan; me biryareke nû diviya. [2104 uzun_hawar] Biryara min diyar bû; min ê rêwîtiya xwe bidomanda. [2105 uzun_hawar] Rast e, hedef û xeyalên însên hertim dûrî însên in, lê belê însan divê serdestê wan be, ne ko ew bibin serdest. [2106 uzun_hawar] Heme ko ji min zahf eciz bû û jixwe hê di destpêka rêwîtiyê de poşmam bûbû, mîna min nedifikirî û bi çêr û nifiran dikire pitepit: Aqilê sivik, barê giran e, wî digot, em ketin pê vî tiredînê pêxwas û di van deran de derketin! [2107 uzun_hawar] Herê, ev nezanê bêmesûliyet dikare aşê xwe bê av jî bigerîne, lê ez nizanim ka em bi çi sewdayê ketin pey vî ko nikare serê xwe û qûna xwe ji hev veqetîne? [2108 uzun_hawar] Heme ko ji mirinê xelas bûbû, keysa xwe li min anîbû û di her fersendî de mîna zîpikê dibarî... Li gund, di destpêka payîzê de ko darên tûyê êdî pelên xwe diweşandin û gopikên çiyan bi mijeke boş reşahiyekê digîhandin asimanan, piştî xirecireke bi qasî çend rojan, her yekî ji me biryara xwe da; Heme, Kamo û Xerapêt ê vegeriyana Cizîrê. [2109 uzun_hawar] Apê Yaqûb, tevî Gurzo, Bedros, Migo û ez, em ê biçûna Mûsilê. [2110 uzun_hawar] Apê Yaqûb ko bêyî kelekan nedihewiya, dê li Mûsilê kelekekê çêkira û Bedros teslîmî dêra keldaniyan ko gelekî bi nav û deng bû bikira û ez û Migo jî, me dê bida pey hedef û xeyalên xwe yên destpêkê; me xeyal çandibûn û diviya me berhemên xeyalên xwe hilda. [2111 uzun_hawar] Herçî birînên me, êşa ajnoya min û ya milê Migo ko ji wê rojê û pê ve hertim dewam kir, ew jî yek ji berhemên xeyalan bû. [2112 uzun_hawar] Me Heme, Kamo û Xerapêt, tevî çend siwarên kurd û keldan, li ser hespan, ber bi milê rojava, yanî ber bi Cizîrê bi rê kir, da ko piştî çend salan, li Cizîrê, di nav mij û dûmana agirê şer de, ji nû ve hevûdu bibînin. [2113 uzun_hawar] Me jî, tevî kerwanekî dirêj ko ji deverên Wanê dihat û ber bi Bexdayê diçû, di berbangeke sibeyeke ronî de, berî ko tav û germahî hawîrdor vegire, li ser deveyan, berê xwe da aliyê rojhilatê, Mûsilê. [2114 uzun_hawar] Me îcar riya çêm, kelek û keştiyên biçûk ên Dîcleyê nediviya. [2115 uzun_hawar] Heke însan gur, rûvî û keftarên ko nîvê şevan ji nişka ve derdiketin û êrîşî heywanan dikirin nehesibîne, riya kerwanê ermen ko em pê re bûn, ji riya çêm ko ji nişka ve dikarîbû mîna dizekî rûyekî xwe yê din ê tarî nîşanî însên bida û biqulibiya ser tofanekê, çêtir bû. [2116 uzun_hawar] Di nav rengên payîzê de, dar û ber bi rengekî têkel ê belek neqişandî, ax, erd û rê zuha û giyayên zer bi tîrêjên tavê şewitî, asiman bi ewrên gewher xemilandî, tîrêjên tavê bi germahiyê hertim tijî, co û gol bi aveke zelal biriqî, teyrên koçer ji deverên bakûr û rojava, ref bi ref li firê, teyrên dirende, êlo, baz, doxan, başoke, li dora kerwanê dirêj li asimanan, bi baskên xwe yên xurt, geh li jor, geh li jêr, heyv û stêrên êvar û şevan bi şewqeke bêpayan çirûsî, çemê Dîcleyê bi xuşexuşa xwe hertim li kêleka me, xan bi xan, qonax bi qonax, em çûn Mûsilê. [2117 uzun_hawar] Di bûyera çêm de ko bû derseke nû ya heyata min û min hêrsa çêm ji nêzîk ve nasî, me her tiştê xwe winda kiribû. [2118 uzun_hawar] Ne kitab û defter ne pere û zêr ne jî zad û zexîre mabûn. [2119 uzun_hawar] Lê tevî vê yekê, heke em serdestên hedef û xeyalên xwe bûn, hingê diviya em di riya xwe de biçûna. [2120 uzun_hawar] Hêlîna teyrê kor Xwedê çêdikir. [2121 uzun_hawar] A me jî bêguman, Xwedê kerîm bû. [2122 uzun_hawar] Li Mûsilê ko li hemberî Nînovayê, li milê rojhelat ê Dîcleyê mîna şûrekî vekişiyayî, bi keleh, birc, sûr, avahî, xanî, xan, hemam, dêr, mizgeft, hewra, kolan, kuçe, hewş û bexçeyên xwe yên zahf kevn, hatibû pê, em li mêvanxana dêra keldanî ko yek ji avahiyên herî bedew ên Mûsilê bû, bi cîh bûn. [2123 uzun_hawar] Mêvanê Xwedê, qewl û dînê wî çi bûya jî, mêvanê Xwedê bû û hemû derî jê re vekirîbûn... Hin keşeyên rîspî yên dêrê ko gelekî baş bi kurdî dipeyivîn û bi eslê xwe ji deverên Şingal û Hekaran dihatin, nasên Apê Yaqûb bûn. [2124 uzun_hawar] Wan bi rêz û rêzdarî em li mêvanxanê ko bi hewşa xwe ji kevirên şehkirî yên reş hatibû pê, eywana xwe ya bikember ko hertim hûnik bû û bi jûrên xwe yên bêhejmar bi qesrekê dişibiya, bi cîh kirin. [2125 uzun_hawar] Me li mêvanxanê dixwar û vedixwar, lê Mam Sefo ko serpêhatiya me bihîstibû, dîsan, gihîşte hawara me û pereyekî baş, bi kelekvanekî xort re, gîhande me. [2126 uzun_hawar] Ne hewce bû ko me çu şixul bikira, ez û Migo ko êdî bûbûn sûtarên bajarê Mûsilê, li bazarên tijî şênî, kolanên teng û fetloke, taxa cihûyan ko navenda zîv û zêrkeriya hemû navçê bû, taxa sefaretxaneyên welatên Ewrûpayê ko taxa herî berbiçav a bajêr bû, avahî û qonaxên paşa û karbidestên dewleta Osmanî ko merkezeke qehîm a hemû welatê şerqê bû, qahwexaneyên qiraxên çêm ko hertim bi dûmana nêrgile, qelûn û cixarê mîna dûgehekê bûn, aşxaneyên gemarî yên tijî moz, mêş û kelmêş, dûkanên bazar û qiraxên çêm ko qonaxa herî girîng a kerwanan bûn, digeriyan û me lotik dida xwe. [2127 uzun_hawar] Danê sibê, piştî xwirîniyê ko pirî caran ji çay, nan, penêr û zeytûnan dihate pê, em dadiketin qiraxên çêm, nik necarên ko kelek û qeyîk çêdikirin û êdî bûbû mekanê Apê Yaqûb û Gurzo. [2128 uzun_hawar] Ji nik necaran Dîcle gelek nazenîn dixuya, pira ko berî me heye bi bîst, sî salan ava bûbû û ji sî û pênc çavên ko mîna kevanekî vekişiyayî hatibû pê, deşta ko li pey pirê û avê, bêyî çu dar û beran, mîna deryayeke zêrîn dixuya, çiyayên serqot û tazî ko meseleyên Tewratê dianîn bîra însên, riyên kerwanan ko di deştê de mîna marekî reş ê çivdayî dixuyan, hemû li wir, bi hev re bergeheke bêpayan dianîn pê. [2129 uzun_hawar] Piştî wê, di kuçe û kolanên teng, di bin siya xanî û avahiyan re ko bi kelpîçên qehîm lêbûbûn, havînan hûnik, zivistanan germ bûn û şêweyê herî kevn ê avahiyên navçê nîşan didan, em dadiketin bajêr û diçûn bazarên ko bi hatina kerwan û gundiyan qulipîbûn ser roja mahşerê. [2130 uzun_hawar] Danê êvaran du tişt li ber dilê me şêrîn bûn; em diçûn û li qahwexaneyên ko di qatên duwemîn ên xaniyên qiraxên çêm de, ji sedan salan û vir ve her hebûn û cîhê tiralên bêkeys û bêkar ên Mûsilê bûn, li ser kursiyên nizm û biçûk rûdiniştin, me nêrgile dixwest. [2131 uzun_hawar] Çaxa nêrgile dihat, me agirê nêrgilê gur dikir, simbêlên xwe yên boke badida û rûyê me geh ber bi çêm ko hema çi bigire hertim bi rengekî leylaqî şewq dida, geh li kolanên jêrî me ko lehiya însanan, hemal, parsek, diz, zabît, esker, beg, şêx, mele, keşe, heham, gundî, bazirgan, karmend, karbidest, di nav cil û bergên gelekî ji hevûdu cihê de, diherikî, guhê me li ser dengên têkel ên zimanên erebî, keldanî, tirkmenî, hebreyî, ermenî, kurdî ko li bin guhê hev diketin, gurz bi gurz nêrgile dikêşand. [2132 uzun_hawar] Hingê me kêfa gurê pîr dikir. [2133 uzun_hawar] Tiştê [2134 uzun_hawar] din ko me gelekî jê hez dikir, gera beden û bircên keleha Mûsile bû. [2135 uzun_hawar] Keleha Mûsilê ko gelekî bi keleha Cizîrê û ya Diyarbekirê dişibiya, ne bi tenê bi riya çêm, lê herweha bi çend deriyên xwe yên tarîxî mîna deriyê Sîncarê, yê Cizîrê ko deriyên kerwanan bûn, pêwendiyeke xurt bi welatên din re dianî pe. [2136 uzun_hawar] Tevî ko keleh gelekî kevn bû, hê tiştekî muhîm pê nebûbû û însan bi hêsanî dikarîbû, di nêrdewanan re hilkişiya ser beden û bircên wê û ji wir li hemû navçê ko ji hêşinahiyê bêpar bû, lê bi asimana boş û axa gewher û belek ko bi tîrêjên tava ko diçû ava, leylan dida û mîna bergeheke çîrokên kevn dixuya, binihêrta. [2137 uzun_hawar] Herçî êvar bûn, hingê me dîwana xwe ya bi şox û şahî du deveran li dar dixist; li ser banê mêvanxanê ko mîna şaneşîna qesra Mîr fireh bû û li ser bircên keleha Selçûqiyan ko li bilindahiya girekî ava bûbû û hingê di deste paşayê Osmanî û wîlayeta Mûsilê de, lê milekî wî ji ehlê bajêr re serbest bû. [2138 uzun_hawar] Li ser banê dêrê, ji şaraba yaqudî ko keldanên Mûsilê ji tiriyê yekta yê navçê çêdikirin, pê ve çu vexwarinên din nîn bû, lê li ser bircên keleha Selçûqiyan ko li wî milê serbest bû, her celeb vexwarin hebû. [2139 uzun_hawar] Ji ber vê yekê bû ko birc bêtir li ber dilê me ezîz bû. [2140 uzun_hawar] Me sifra xwe ya ko tijî her celeb xwarin û vexwarin bû, li banê bircê ko mîna meydaneke biçûk bû, radixist, di bin kembera ronî ko ji heyv û stêran hatibû pê, carina ez, Migo û Bedros, tevî Gurzo, bi tenê, carina jî mêvan û şagirtên dêrê jî bi me re, em rûdiniştin û heta derengê şevê, carina jî heta ko tîrêjên yekemîn ên tavê hildihatin, ava çem, bi lêdana ronahiyê, mîna mehfûreke hevrêşim î diçirûsî û kelekvanan kelekên xwe berdidan çêm, me dixwar, vedixwar û bi zimanên xwe yên kurdî, ermenî û keldanî stran digotin. [2141 uzun_hawar] Di şeveke ronî û sakîn a wan şevan de, çaxa stêr êdî diheliyan û wext gihîştibû huzmeyên pêşîn ên ronahiya sibeheke nû, cara yekemîn min navê Stêrê ko bi dû re bû evîndara min a heyatê, bihîst. [2142 uzun_hawar] Ez, Migo, Bedros û Gurzo bi tenê bûn, mêvanên me yên şevê westiyabûn û çûbûn, lê em mabûn û me bi seriyekî xweş û bi dilekî coş, rûyê me ber bi milê Nînovayê, destanên kevnare ko xewa me direvandin û wextên bihurî, bi deng û olanên têkel, bi me digîhandin, digotin. [2143 uzun_hawar] Yek ji sebebên ko em hertim diçûn bircên kelehê jixwe ev bû; keleh li ser girekî ava bûbû û ji wir milê din ê çem, yanî axa Nînovayê, eynî mîna asimên, heta û heta dixuya. [2144 uzun_hawar] Nînova ko hema çi bigire heftê du, sê caran em diçûnê û li gundekî Nînovayê, bi navê Nebî Yûnis ko hê jî şên bû, dew vedixwar, êvaran jî mîna bergeheke bêdeng li ber me raxistî bû. [2145 uzun_hawar] Bedros bi zimanê keldanî ko şêweyekî zimanê aramî yê Îsa pêxember û kitaba Încîle bû, destaneke kevn ko gelekî bi hedîseke dînî dişibiya, lê tê de navê Gilgameş, Enkîdû, Urix derbas dibû, jixweveçûyî, çavgirtî, serxweş digot. [2146 uzun_hawar] Heye ko ew şev, şeva herî xweş a Bedros bû, ji lewre ew li welatê hezar salan ê bav û kalên xwe, li kahniya dewlemendî û medeniyeta kevntirîn a keldanan û herweha a însaniyetê bû. [2147 uzun_hawar] Ma Nînova, ne welatê wan ê destpêkê, bajarê wan ê tarîxî bû? [2148 uzun_hawar] Ma ew gotinên ko Bedros hingê geh bi awayekî zîz û giran, geh bi navber û bîhnvedaneke dirêj digot û deng û pejnên tevgera wextê mîna tevgera pêlên çêm, digîhande sifra me ya feqîr û ruhê me yê xort û har haş dikir, ne gotinên tarîxeke kevnare bûn? [2149 uzun_hawar] Ji bilî hin nav û gotinan, min ji strana Bedros tiştekî fahm nedikir, lê dengê zîz ê Bedros û şêweyê gotina wî alîkariya min dikir ko ez bikaribim gotinên wî li bêjinga dil û ruhê xwe xim û jê stranek ko aîde min bû, min jê fahm dikir derxim. [2150 uzun_hawar] Heye ko strana Bedros çêla çemê Dîcleyê û keç û jinên ko li deverên sakîn ên çêm xwe dişuştin, dikir; heye ko dengbêjekî li bilûr an jî saza xwe dixist û çêla welatekî bextreş ko hertim di nav xwînê de bû û qedera wî windabûn bû, dikir, an jî stran ê qala însanên sil, sûzen û bîhnteng ko şikestên xedar xwaribûn û nikarîbûn riyeke rast bibînin û bidin ber xwe, dikir. [2151 uzun_hawar] Piştî ko Bedros destana xwe ya dirêj mîna stran got, ew sekinî. [2152 uzun_hawar] Di nav wan çilkên yekemîn ên tîrêjên tavê de, tevî ko min gelekî vexwaribû û xew li ser çavê min bû, çavê min bi çend rondikên ko li ser rûyê Bedros mîna libên lûlûyan dibiriqîn, ket. [2153 uzun_hawar] Birako, min gotê, ma gotinên strana te ewçend zîz bû? [2154 uzun_hawar] No, wî got, heye ko ew ne ewçend zîz bin, lê her cara ko ez wê dibêjim, ez xerîbiya dayik û xwehên xwe ko hertim vê stranê ji min çêtir dibêjin, dikim. [2155 uzun_hawar] Dê û xwehên te? [2156 uzun_hawar] Migo, ji bo ko tiştekî bibêje û perda bêdengiyê yekcar biqelişîne, got. [2157 uzun_hawar] Herê, Bedros, serê wî li ber wî, got. [2158 uzun_hawar] Ew li gund, li deverên Aşîta û Tiyariyê ne. [2159 uzun_hawar] Dayika min Tirma û xwehên min Sarah û Ester... Me bi hev re ev stran digot û nemaze dengê xweha me ya biçûk Esterê di nav wan çiya û geliyan de perde bi perde bilind dibû û mîna qedîfê li ruhê mirov hukim dikir. [2160 uzun_hawar] Ester, dengê Esterê, ez bi dengekî bilind fikirîm û bi dû re min li Bedros vegerand, dengê wê çawan e, ew çawan dibêje, çi dibêje, ji kengî ve? [2161 uzun_hawar] Min ê pirs hîn direjtir bikirana, lê bi pîrqîna Bedros û Migo ez li xwe warqilîm û min dengê xwe birî, lê navê Esterê ko bi dû re bû Stêr û meraqa dengê wê hingê li dilê min hate kolan. [2162 uzun_hawar] Ma tovên evîneke abadîn bi meraqeke kûr nayên avetin? [2163 uzun_hawar] Sibeyeke nû dest pê dikir, diviya em rabûna. [2164 uzun_hawar] Migo û Bedros xwe dan hev, de rabe Biro, Migo gote min, em herin. [2165 uzun_hawar] No, min gote wan, hûn herin, ez ê hinekî din jî rûnim. [2166 uzun_hawar] Dev ji sifrê jî berdin, ez ê rakim. [2167 uzun_hawar] Piştî ko ew tevî Gurzo çûn, min rûyê xwe dîsan ber bi Nînovayê ko di bin axa reş de veşartîbû, kir û bi dîqet li girên Nînovayê nihêrt. [2168 uzun_hawar] Di bin wan giran de çi veşartîbû? [2169 uzun_hawar] Ew çîrokên ko Tewrat û kitabên din ên olî digotin, rast bûn an bi tenê çîrok bûn? [2170 uzun_hawar] Ew şêrên yekta ko qalê dibûn û hema çi bigire remza hemû Mezopotamyayê bûn, bi tenê ji bo hişyarkirina meraqa însanan bûn an jî bi rastî ew di wextê xwe de hebûn? [2171 uzun_hawar] Kê, çawan Ninova ava kiribû, çawan ew hilweşiyabû û bi erdê ve bûbû yek? [2172 uzun_hawar] Şer, zelzele, tofan, nexweşî, xela? [2173 uzun_hawar] Nînova... ew avahiyên yekta yên hemû cîhanê, keleh, beden û bircên ko digihîştin asimanan, şaneşînên ko li ser ava Dîcleyê mîna bexçeyên cenetê bûn, qesr û qonaxên neqişandî yên qralên mezin, kolanên fireh ko bi kemberan digihîştin hevûdu, reqaseyên ko di meclîsên zêrhêlî yên bêser û ber de mîna şahmaranan xwe li ba dikirin... Nînova... ko êdî qulipîbû ser axake qirac ê bêber, ko êdî bûbû welatê mar, marîjok, gumgumok û başokeyan... [2174 uzun_hawar] Stêr çûn ava, tîrêj li pey bilindahiyên piştî Mûsilê hildihatin, ji bilî dengê quling û teyrên koçber, dîkên sibê û kelekvanên Dîcleyê, hê çu deng nîn bûn. [2175 uzun_hawar] Lê li milê din ê çêm, ji Nînovayê deng dihatin. [2176 uzun_hawar] Yên kê, çawan? [2177 uzun_hawar] Ez nizanim, bayekî sivik hedîka xufexuf, av mîna dengê kahniyekê hêdîka xuşexuş dikir û ji girên Nînovayê, ji kevir û zinarên kilsî dengên têkel dihatin; orîna şêran, çerqîna şûran, hîrîna hespan, reprepa lingan, vizîna tîr û mirtalan, gumîna defan, hûfehûfa gulokên agiran, qîrîna şervanan, qîjîna zarokan, axîna pîrejinan, gotinên dengbêjan... Bi lêdana tîrêjan, dengên Ninovayê jî bi ser min de hatin, guhên min bel, jixweçûyî, dest û milên min vekirî, çavê min girtî, min pejnên ko mîna pêlên Dîcleyê, bêrawest, di pey hev re, ji dewr û dewranên nenas dihatin, kite bi kite, hembêz kirin. [2178 uzun_hawar] Hingê tîrêj di ruhê min de jî vedan, hingê hemû dinya bû ya min... [2179 uzun_hawar] Dengê feqîr û qewlên êzidiyan, min dizanîbû, mîna dengên Nînovayê û ji Nînovayê ne ewçend bi dûr, di newal û geliyên teng ên çiyayên Şengalê de, bêyî çu bendên dewr û dewranan, her û her diherikî. [2180 uzun_hawar] Min diviya xwe bi wî dengê ko yek ji hedefên min ên esasî yên rêwîtiyê bû, bigîhanda. [2181 uzun_hawar] Êzidiyên deverên Bedir, Şengal û Lalişê, bi cil û bergên xwe yên taybetî yên spî, porê xwe yê gelekî dirêj, rîh û simbêlên xwe yên şehkirî, ji bo kirîn û firotinê, nemaze ji bo firotina heyinên çiyayê Şengalê, mîna gwîz, behîf, mewîj, tû û hêjîrên hişk, carina dihatin bazarên Mûsilê. [2182 uzun_hawar] Tevî ko ew ehlê navçê bûn û bi kurmanciyeke zelal û xweşik dipeyivîn, mîna însanên xerîb, li ser rûyê wan hertim şopên şik, sûzenî û tirsekê diyar bû. [2183 uzun_hawar] Ew bi tevgera xwe bitevdîr, bi nêrîna xwe nerm, bi gotinên xwe nefsbiçûk bûn. [2184 uzun_hawar] Lê belê tevî vê yekê xelkê bajêr, nemaze zarok û xortên ehlê misilman, mîna ko êzidî ji dinyayeke din û mehlûqatên neçê bin, heqaret li wan dikirin. [2185 uzun_hawar] Zarok diketin pey wan û diqîriyan; [2186 uzun_hawar] Kurên şeytên hatin, kurên şeytên... [2187 uzun_hawar] Rojek ji wan rojên me yên tiral ên Mûsilê ko êdî payîz ber bi çileyan diçû, lê hê jî dinya germ bû, danê sibê, piştî ko min û Migo ji Apê Yaqûb ko li nik necarekî qiraxên çêm, kêleka keleka xwe ya nû ko necar jê re, bi hostahiyeke mezin çêkiribû, sekinîbû, xatir xwest û berê xwe da taxa cihûyan. [2188 uzun_hawar] Li rê, berî ko em bigihên taxê, em rastî êzidiyekî bûn. [2189 uzun_hawar] Bi qasî deh zarokan dor li êzidiyê reben girtibûn û bi qîreqîr heqaret lê dikirin. [2190 uzun_hawar] Êzidî ko navsale bû, telîsek li piştê, li dora xwe dizivirî û xwîdan li enî, rondik li ser çavan, bi lava, bi tenê digot, [2191 uzun_hawar] Zarokno mekin, bihêlin ez di riya xwe de herim... [2192 uzun_hawar] Bi leza birûskê em ketin nav zarokan, bi çend şeqamên ko diviya di rûyê Heme û Kamo de jî biteqiya, me zarok jê bi dûr xistin. [2193 uzun_hawar] Êzidiyê ko gelekî jar û kinik bû, ji kerban, bêdeng digiriya û diheziya. [2194 uzun_hawar] Min barê wî hilda û me ew jî bi xwe re bir qahwexanê. [2195 uzun_hawar] Navê wî Husên bû û ji deverên çiyayê Şengalê, gundê Sifnê bû, ji bo firotina hêjîrên hişk daketibû Mûsilê. [2196 uzun_hawar] Piştî ko ew hinekî sakîn bû, çaya xwe vexwar, cixara pêçayî ko min dabûyê, kêşand, bi rêzdarî, li me nihêrî û gote: [2197 uzun_hawar] Yezdanê dilovan ji we razî be, de ez herim sûkê û hêjîrên xwe bifroşim. [2198 uzun_hawar] Ez ê hevalên xwe li xana nik deriyê Sîncarê bibînim, berî ko ew herin, divê ez şixulê xwe bi ser xim. [2199 uzun_hawar] Kekê Husên, Migo ko mîna her carê bîrbir û diltenik bû, gotê, ma tu ji bo hêjîrên xwe çi dixwazî? [2200 uzun_hawar] Bi çend pere jî ji daxwaza Husênê Sifnê zêdetir, Migo hêjîr kirîn da ko wan yadîgarî dêra keldaniyan ko em lê mêvan bûn, bike. [2201 uzun_hawar] Bi dû bazara me û Hûsên re, bîhna wî derket û çayeke din vexwar. [2202 uzun_hawar] Di wê navberê de, bêguman, min di derheqê wî, malbata wî, çiyayê Şengalê, Laliş, şêx û pîrên êzidiyan, gelek tişt jê pirsîn. [2203 uzun_hawar] Ewî dil nîn bû ko bi dirêjî bersîva pirsên min bida, lê tevî vê, tiştine tevîhev û peregende bi kurtebirî gotin. [2204 uzun_hawar] Çaxa wî çaya xwe xelas kir, qedeh danî ser masa gemarî ya biçûk ko lê vizeviza mêşan bû, çavê wî li qedehê, bi dengekî nerm û nizm gote me: Eger rojî û cejn nêzîk nebûna, ez ê tu carî daneketima vî bajarê kambax ko hertim dijminahiya me dike. [2205 uzun_hawar] Lê rojî û eyd li ber derî ne, zar û zêçan zad û zexîre, cil û xirad divên. [2206 uzun_hawar] Rojî kengî ye? [2207 uzun_hawar] Min tavilê jê pirsî. [2208 uzun_hawar] Piştî hefteyekê ye. [2209 uzun_hawar] Cejn kengî ye, çi cejn e? [2210 uzun_hawar] Di pey rojên rojiyê re ye, cejna şêşims, ewî, bi meraq li min nihêrî û got, paşê jî ew rabû ser piyan, pereyên xwe xiste bêrîka hundirîn a şepikê xwe, ji me xatir xwest, da rê û çû. [2211 uzun_hawar] Gotinên Husên daxwaza min a bingehîn dîsan bi bîra min anî; min diviya xwe bi reh û rêçên xwe, bi remz û sirên teyrê tawis bigîhanda. [2212 uzun_hawar] Ji vê çêtir hêncet nîn bû; roja cejna êzidiyan, diviya ez li Lalişê, dilê qewlên êzidiyan ko ji zaroktiyê û vir ve, min, geh bi dizî û veşartî, geh bi alîkariya gotin û remzan, hertim dibihîst û hîs dikir. [2213 uzun_hawar] Piştî şeş rojan, beriya roja yekemîn a rojiya şêşimsê, derengê danê sibê ko tucar, bazirgan û gundiyan êdî şixulên xwe yên sipêdê biribûn sêrî, tevî du êzidiyên xort ên çiyayê Şengalê ko bejna wan ji ya min jî dirêjtir bû û şixulê xwe li bajêr kuta kiribûn û vedigeriyan gundê xwe, li ser hespên rewan ên belek, me berê xwe da milê bakûr ê Mûsilê û di kêleka Dîcleyê re, em ber bi war û welatê êzidiyan bi rê ketin. [2214 uzun_hawar] Ji coşa min re payan nîn bû, roja ko min hema çi bigire hertim xeyal kiribû, di dawiya dawîn de hatibû. [2215 uzun_hawar] Bicîhbûna xeyalan mîna ava goleke ko di qijeqija havînê de bi kelê dikeve ye, heta av bi tîna tava germ negihîje dereceyekê, ew bi kelê nakeve. [2216 uzun_hawar] Lê gava ew hate dereca xwe, kel jê radibe. [2217 uzun_hawar] Wê rojê, ber bi nîvroyan, xeyalên min bi kelê ketibûn û kela xeyalan jî kela ruhê min rakiribû. [2218 uzun_hawar] Li ser hespekî bedew ê çiyayên Şengalê, boxçika min a cil û bergan li pişta hesp, geh bi meşeke nerm, geh bi rewan, şal û şapikên paqij ên Şengalê li min, di bêrîka min de hinekî pere, titûna zer û heste, lingên min li zengûyan, hevsar di destê min de, bala min li ser bilindahiyên Şengalê ko gav bi gav girstir dibûn, hûnikahiya bayekî sivik ê bakûr li ser rûyê min, tîna sivik a tava payîzê li ser eniya min, kêfxweş, mesûd, min bi hevriyên xwe, xortên êzidî ko navê wan Xidir û Hadî bû, sohbet dikir û zahf tiştên ko min meraq dikirin, ji wan dipirsî. [2219 uzun_hawar] Tevî ko Migo jî dil dikir bi min re bihata Lalişê, min xwest, ez bi tena serê xwe bûma da ko min hemû kitekitên reh û rêçên umrê xwe, hemû pirsên dil û ruhê xwe, bi her şêweyî, bikaribûya bidîta, hîs bikira, li serê bifikiriyama û heye ko dawiya dawîn bigihîştima netîceyekê. [2220 uzun_hawar] Dawiyê, piştî xirecireke du rojan, min Migo ko gelekî eciz bûbû û êdî dil dikir vegeriya Cizîrê, îkna kir ko ew li Mûsilê, li nik nasên Mam Sefo ko ermen bûn û hal û wextê wan gelekî xweş bû, bi cîh be û li hêviya min bimîne. [2221 uzun_hawar] Piştî vegera min, me dê bida ser riya çêm û em ê daketina Bexdayê. [2222 uzun_hawar] Mîna her êzidiyekî, dengê xortan jî baş bû û çaxa pirsên min hinekî kêmtir dibûn, li ser tikaya min, li rê, wan stran û qewlên êzidiyên Şengalê ji min re digotin. [2223 uzun_hawar] Di wê rêwîtiyê de ez hîn bûm ko qewlekî êzidiyan ê rojî û cejna şêşimşê jî hebû. [2224 uzun_hawar] Herdu xortan bi hev re, li ser hespên ko li pey hev, bi gavên nerm, di nav dar û dahlan re diçûn, bi awazekî nerm, qewlê şêşimsê ko methiyeke dirêj a Yezdanê mezin bû, digotin; [2225 uzun_hawar] Ya Şêşims tu rehîm î Tu xaliqekî min î ji qedîm î Ya Şêşims ji hemû derdan re tu hekîm î... [2226 uzun_hawar] Pêşî em çûn gundê xortan ko li sînga çiyê, di dahldeyekê de, mîna hêlîneke qertelan vedayî bû û xaniyên gund hema çi bigire li ser hev siwar bûbûn, me firavîna xwe ya dereng ko ji tîkegoşt, savar û mehîrê hatibû pê, li ser banê xaniyekî ko jê hemû deşta zer mîna siniyeke zêrhêlî dixuya, xwar. [2227 uzun_hawar] Xort zewicîbûn û Xidir ko gelekî xort bû, ji niha ve, gihîştibû zaroka xwe ya sisiyan. [2228 uzun_hawar] Bi dû xwarinê û çayvexwarinê re, îcar hema çi bigire hemû gund bi me re, tevî zarok, kal û pîran, li ser pişta ker, bergîr û hespan, me berê xwe da geliyên ko di kûrahiyên çiyan de bûn û em dîsan bi rê ketin. [2229 uzun_hawar] Rûyê me ber bi geliyê Lalişê, warê miqedes ê hemû rojî û cejnan bû. [2230 uzun_hawar] Em ji deşta xopan a bi tîna tavê şewitî, toz û gemara erdê qiraç bi dûr ketibûn û hilkişiyabûn bilindahiyên çiyan û bihust bi bihust ketibûn nav dar, ber û hêşinahiyeke boş ko li gora gotinan warê hirç û pilingên yekta bû. [2231 uzun_hawar] Ji bilî jûjî, simore, kêwroşk û pezkoviyan, li rê em rastî gelek însan û komên din ên êzidiyan ko riya wan jî ber bi Lalişê bû, hatin. [2232 uzun_hawar] Herkes, hemû êzidî, bi sedan heye ko bi hezaran, ji deverên Cizîra Botan, Wan û Serhedan, Xerzan, welatê Qafqasê, beriya Mêrdînê, deşta Wêranşar û Serêkahniyê, siwar an peya, têr an birçî, zarok an pîr, zînde yan nexweş, tevî gotin, qewl û stranan, di ser newalên kûr, tahtên tûj û av û coyên şên re, mîna lehiyeke ber bi geliyê Lalişê diherikîn. [2233 uzun_hawar] Rojî û cejna êzidiyan li dar bû û wan ê di dilê dînê êzidiyan de cejna xwe pîroz bikira. [2234 uzun_hawar] Hema çi bigire hemûyan qewlê ko xortan ji bo min gotibû, digotin û ber bi kûrahiyên çiyê diçûn; [2235 uzun_hawar] Ji derencê heta derincê, Şêşims e xwidanê ferecê Dest û damanê Şêşims radimîsim dewsa kabe, ciyê hecê... [2236 uzun_hawar] Laliş ko ji çend avahiyên kevnare hatibû pê, di binê geliyekî kûr de, li kêleka gewriyekî, bi ser zinêr de paldayî bû. [2237 uzun_hawar] Şêx Adî ko şêxê herî mezin ê êzidiyan bû û li gora gotinên şêx û pîrên êzidiyan, berî niha bi qasî hezar, hezar û du sed salan li Lalişê jiyabû, tevî çend şêx û pîrên din ên navdar, li wir veşartîbû. [2238 uzun_hawar] Mîna niha tê bîra min, çaxa em daketin binê gelî û Laliş ko însên dikarîbû di nav hemû zinar û tahtên doralî de bi tenê bi riyekê xwe bigîhandayê, li me diyar bû, dilê min mîna çûkekî ko dixwest ji qefesa xwe bifire, welê bi xurtî hilavêt. [2239 uzun_hawar] Ji her çar aliyên çiyê însan, di nav cil û bergên xwe yên spî de, bi gotina qewlê şêşimsê, qor bi qor, rêz bi rêz, li pey hev, ber bi avahiyan diçûn. [2240 uzun_hawar] Heta ko çav didît, her der însan bû, doraliyên avahiyan, kêleka kahniyên ko diherikîn, binê dar û berên ko hawîrdor vegirtibûn, pal û quntarên çiyê, her der tijî bû. [2241 uzun_hawar] Herkesî li derekê, kom bi kom, konê xwe vedabû, çûl an jî kulavê xwe raxistibû û li ser axa Xwedê, mîna min, Biroyê sêwî, bûbû mêvanê Lalişê ko li gora qewlan gur û mîh bi hev re tê de diçêriyan. [2242 uzun_hawar] Xidir, Hadî, zarok û gundiyên wan li qûntarên zinarekî asê cîhekî fireh peyda kirin û li wir bi cîh bûn. [2243 uzun_hawar] Çu kesê min, an nasên min li wir nîn bûn, ji lewre ez jî tevî wan, bi civata wan, li ser kulavekî qehweyî, boxçika biçûk bahlîfa min, cilekî tenik lehîfa min, li kêleka coyeke biçûk ko ji kûrahiyên çiya diza, di bin siya dareke kal a tûyê ko êdî pelên xwe yên dawîn jî diweşand, bi cîh bûm. [2244 uzun_hawar] Ez, Biroyê sêwî, Biroyê kor, li wir, li nik wan bûm Biroyê êzidî. [2245 uzun_hawar] Ez hertim bi Xidir û Hadî re bûm, lê gundiyekî wan ko li Lalişê, li nik şêx û pîrên giregirên êzidiyan dima û qewal bû, li wir bû hevalê min ê mehên min ên Lalişê. [2246 uzun_hawar] Navê qewalê awazxweş Zerdeşt bû û umrê wî êdî mîna dara tûyê ko bi rehmet û siya xwe ez dihebandim, gihîştibû payîza xwe. [2247 uzun_hawar] Kekê Zerdeşt ko hertim digot, Lalişa xweş, warê ewliya û embiya ne, bi zimanê xwe yê şêrîn, bi cil û bergên xwe yên paqij ên spî, bi por û rîha xwe ya dirêj ko êdî bi temamî spî dikirin, bi mêvanperweriya xwe ya bêpayan, xwasî, lê hertim paqij û şuştî, qewlek, rêzek an gotineke bav û kalan hertim li ser lêvan, bi sebreke mezin, bû alîgirê min û pirsên min ên bêdawîn. [2248 uzun_hawar] Belê, dawî li pirsên min nedihat; êzidî kî bûn, ji kû dihatin, dîne wan çi bû? [2249 uzun_hawar] Ew sir û sihêrên ko li dora wan û dînê wan bûn, çi bûn? [2250 uzun_hawar] Çima hîletê ehlên doralî ewçend ji êzidiyan diçû û dixwestin wan biqelînin? [2251 uzun_hawar] Çima ew hertim ji însanên din direviyan û war û welatê wan bi tenê zinar û çiyayên asê, newal û geliyên teng û kûr bû? [2252 uzun_hawar] Û herweha hîn bi dehan, sedan siwalên welê... Hingê ez li ser rê bûm, riya fetloke, zehmet, asê û bi mij û dûman ko ez dikirim ez, Biroyê dengbêj. [2253 uzun_hawar] Ez gelek tişt hîn bûbûm, min li Medresê gelek kitab xwendibûn, li civat û meclîsan li gelek alîm, seyda û dengbêjan guhdarî kiribû, li kitabxana Mam Sefo, ji sûretên bêzar ên bêhejmar ên kitaban dengine zînde ko ruhê min terbiye dikirin, afirandibûn û hertim min guh dabû dengan, lê belê ew hemû tiştên ko min mîna kesekî birçî ko ji xelayê derketibe, bi lez û bez daqultandibûn, nekemilîbûn. [2254 uzun_hawar] Min kemilandin diviya, lê çawan? [2255 uzun_hawar] Pirsên min ên Lalişê û bersîvên Kekê Zerdeşt, ez bawer im, alîkarî kirin ko ez li ser riya xwe qonaxeke nû herim û bêtir guh bidim dengan, hîs û serpêhatiyan. [2256 uzun_hawar] Tiştê yekemîn ko ez ji Kekê Zerdeşt, Xidir, Hadî û êzidiyên din hîn bûm, ev yeka hanê bû; tarîx û serpêhatiyên êzidiyan, hertim bi xwîn, jan, keser, tirs û neçariyê ve tijî bû. [2257 uzun_hawar] Hertim ew ji war û gundên xwe reviyabûn, hertim wan xwe spartibû warên asê da ko xwe ji şûr xelas bikin. [2258 uzun_hawar] Geh ordiyên osmaniyan ko bi xwînrijiya xwe nas in, bi serekiya paşayên ko Nemrûdên roja me ne, geh eşîrên doralî yên misilman ên kurd û ereban ko dijminên sondxwarî yên êzidiyan in, hertim êrîşên xedar biribûn ser êzidiyan û ew qir kiribûn. [2259 uzun_hawar] Ne carek du caran, ne salek du salan, ne heyamek du heyaman, lê hertim, di berf û baranê, di germ û tavê de, hem di wext û heyamên şer û pevçûnê, hem di yên aştî û sikûnetê de. [2260 uzun_hawar] Li wir, di wan rojên pîroz ên Lalişê de, rastiyeke kirêt, mîna tîreke jahrîn, dil û ruhê min sot; serpêhatiya hemû êzidiyan mîna hev bû, hemû jî, bi awayekî, ya rastirîn bi mûcizeyekê, ji şûr xelas bûbûn. [2261 uzun_hawar] Bav û kalên Xidir û Hadî li kêleka çemê Dîcleyê hatibûn kuştin û xwîna wan tevî ava Dîcleyê bûbû. [2262 uzun_hawar] Kekê Zerdeşt ko ji min dirêjtir, lê jartir bû, mîna min sêwî mabû, bav, de, bira û xwehên wî hemû hatibûn kuştin. [2263 uzun_hawar] Yanî ew hemû mîna min bûn. [2264 uzun_hawar] An jî ez weha bibêjim; ew hemû Biro bûn, an bervajiyê wê, Biro, ew hemû bûn. [2265 uzun_hawar] Qewl, stran û gotinên êzidiyan, ên yêtîm û sêwiyan bûn. [2266 uzun_hawar] Tiştê duwemîn ko ez li wir hîn bûm, qîmet û hêza gotinê bû, ji ber ko gotin, qewl, stran, lavij, çîrok ji bo êzidiyan mîna melhemê bûn. [2267 uzun_hawar] Wekî ko ew pê birînên xwe bicebirînin, wan di keleberbanga sibê de, berê xwe ber bi tîrêjên yekemîn ên tava roja nû dikirin û dua dixwendin, danê sibê li ber deriyê gora Şêx Adî rêz dibûn, destê pîr, şêx û feqîrên xwe radimusîn û qewl digotin, danê êvarê, berî ko tav li milê rojava, li pey çiyê here ava, li dora Kahniya Spî ko kahniyeke miqedes bû û jê ava şîfadar a zemzemê diherikî û kahniyên din ên Lalişê diciviyan, tevî dengê bilûr, erbane, def û tembûran, li şêx û qewalên xwe guhdarî dikirin, çaxa ro diçû ava, wan dîsan berê xwe ber bi royê dikir û miraza dilê xwe mîna qewl û rêz digotin û êvaran jî, piştî şîvê, dîsan tevî bilûr û erbanan, li meydanên biçûk ên Lalişê, di bin ronahiya heyverona ko mîna gulokeke êgir diçirûsî, dest didan hev, zincîrên dirêj û gulover danîn pê û bi ahengeke têkûz, tevgereke geş, lebateke bi şox û şeng, geh bi lez, geh giran, lê bêyî ko di zîncîra govendkêşan de şaşiyek an çewtiyek hebe, tevgera her govendkêşî li gora ahenga civata govendê, heta derengê êvarê, bi ruh û xwîdan, jixweveçûyî, govend digirtin. [2268 uzun_hawar] Ez têgihîştim; gotin, qewl, bilûr, erbane, tembûr ji bo însanê êzidî heyat bû, di şîn û tahziyan, dawet û dîlanan, rojî û cejnan, sefer û koçan de, wan her û her digotin û derbên xedar ên heyata wan ko bi tenê ji jan û kesereke kûr hatibû pê, bi alîkariya deng, gotin û awazê kêmtir dikirin. [2269 uzun_hawar] Qewlê dînî û bilûr û strana kurmancî hêzeke manewî dida êzidiyên ko hertim diperçiqîn û qir dibûn, da ko ew bikaribin, tevî hemû bela û mûsîbetan bijîn û gotina xwe bi nifşên nû bigihînin. [2270 uzun_hawar] Bilûr û erbana sade, li heyata wan a sade û li gotina wan a sade dihat. [2271 uzun_hawar] Çu kesî ji wan nexwendibû, li bajarên mezin mîna Stenbol, Heleb, Şam, Bexda, Tebrîz, Tehranê şêwe û celebên gotin û stranê nedîtibûn, lê tevî vê yekê her yek ji wan hosteyekî yekta yê gotin, stran û govendê bû. [2272 uzun_hawar] Mîna heyat û serpêhatiyên xwe, wan qewl, gotin û stranên xwe jî hertim dubare kiribûn û bi tecrubeyên heyatê hem bûbûn hosteyên veşartina sirên xwe hem jî hosteyên gotina zelal a qewlên êzidî. [2273 uzun_hawar] Biro, bavê mino, em bi dinyayê nikarin, Kekê Zerdeşt di sohbetên me yên êvaran de digot, lê em bi gotina xwe dikarin û em dizanin ko bi tenê [2274 uzun_hawar] quweta gotinê dikare li hember quweta şûr û zilma nefretê bisekine. [2275 uzun_hawar] Ji bîr meke Biro, qerarên ko şûr didin, timî bi xwîn in. [2276 uzun_hawar] Û ro, tîrêjen royê, tîna royê, siya royê, nûr, nûrahî, ronahî... tiştekî din ko min li Lalişê çêtir fêm kir, pêwendiya êzidiyan û royê bû. [2277 uzun_hawar] Ro navenda heyata wan, bîr û baweriyên wan bû. [2278 uzun_hawar] Gotina şims ko wan hertim bi kar dianî û di qewlê Şêşimsê de derbas dibû, bi erebî ro bû, ferec jî ronahî bû. [2279 uzun_hawar] Piraniya gotin, qewl û ayetên wan li ser royê û ronahiya wê bû. [2280 uzun_hawar] Jixwe îbadetên wan jî bi hilhatina royê dest pê dikir, bi avaçûna royê temam dibû. [2281 uzun_hawar] Hem di hilhatina royê de, hem jî di avaçûna wê de wan rûyê xwe ber bi tavê dikir û qewl dixwendin. [2282 uzun_hawar] Di wan rojên rojî û cejnê de, bi hezaran însanên bindest û neçar ko xwe spartibûn cîhê herî asê yê dinyayê, di berbanga sibê de, rûyê wan ber bi tava ko li pey bilindahiyên çiyan hêdî bi hêdî bilind dibû, destê wan ber bi asimên, bi hev re, bergeheke welê dianîn pê ko ez ne bawer im, li dinyayê di dereke din de, bergeheke welê hebû. [2283 uzun_hawar] Bi tîrêjên yekemîn ên berbangê, bi dengê dîk û teyrên dar û dahlan re, hemû kes li ser piyan bûn. [2284 uzun_hawar] Feqîr û qewal di nav kon û koman de digeriyan û bi dengekî bilind qewlê gundiyan digotin; [2285 uzun_hawar] Cindiyo, rabe roj e Bes vê xewê hindoj e Xewa berê sibê zor edab û doj e. [2286 uzun_hawar] Şêxê mezintirîn ê êzidiyan, di destan de gopalê wî, cil û bergên spî lê, şêx, pîr, feqîr û qewal li doralî, rûyê wî ber bi tîrêjên tavê, li ber deriyên avahiya Şêx Adî disekinî û qewlê sibehê digot; [2287 uzun_hawar] Nûr ji nûrê şifqî Siphan e, ji te xaliqî Melek e, li ber tifqî. [2288 uzun_hawar] Biro, bavê mino, Kekê Zerdeşt ku, piştî rojî û cejnê, nehîşt ez vegerim Mûsilê û li mala ko ew jî tê de dima, ez kirim mêvan, digote min, sî bi derketina xwe deyndarê tîrêjê ye. [2289 uzun_hawar] Însan, heyat û dinya bi hebûna xwe deyndarên royê ne. [2290 uzun_hawar] Ro dihebîne, dibexşîne, vedijîne. [2291 uzun_hawar] Xudavendê mezin erd çekir, asiman afirand, bi dû re ro bexşand. [2292 uzun_hawar] Royê jî tîr û tîrêjen xwe, ronî û nûra xwe bexşand me benî ademên dewranê. [2293 uzun_hawar] Her tiştê ko pêwendiya wî bi royê re hebû, li ber dile êzidiyan şêrîn bû. [2294 uzun_hawar] Heta mar ko însan jê ewçend ditirsiya û direviya, ji bo wan, remzeke quweta royê bû. [2295 uzun_hawar] Ro hêz û quwetê dide mar, wan digot, gava ro heye û bi tîrêjên xwe pişta mar difirkîne, mar zindî ye, mar dijî, mar dibe mar. [2296 uzun_hawar] Rojî û cejn çûn, Xidir, Hadî û malbatên wan, gundî û heciyên êzidî çûn. [2297 uzun_hawar] Heyata Lalişê ko hertim bi dengê gotin, qewl û stranên însanan û xwendina çûk û teyran tijî bû, qulipî ser halê xwe yê berê. [2298 uzun_hawar] Roj, hefte, meh li pey hev çûn, lê ez li Lalişa ko ne mîna rojên rojî û cejnê, lê hertim tijî şênî bû, mam. [2299 uzun_hawar] Payîz qulipî ser zivistanê, zivistan ser çilê, çile ser biharê, lê ez her li gelî û newalên dinya veşartî ya êzidiyan ko tijî sir bû, bi roj, tevî şervanên çekdar û xwedî tivingên helqedar ko sal donzde meh nobedarî li Laliş û gelî dikirin, li şikêr, zinar û daristanên Şengalê, tevî seg û tajiyan, li pey heywan û tilûrên nêçîrê, êvaran ko dibû kûzekûza gur, rûvî û wawîkan, li jûrên biçûk û tarî yên Lalişê, di bin şewqa qendîlan de, bi pîr, şêx, feqîr û qewalên êzidiyan re, bi dengê qewl û stranên êzidiyan, mîna ko ez li dinyayeke din bim, dijiyam. [2300 uzun_hawar] Deng, pêjn, hest, gotin û rêzên abadîn ên herî sade yên însên, li wir, bi hev re bûbûn yek û mîna şelaleyên her çar çemên ko di zikê Şengalê de derdiketin, dil û ruhê min dişuştin. [2301 uzun_hawar] Ne dewr û dewran mabû, ne jî war û mekan. [2302 uzun_hawar] Bila Migo li Mûsilê li hêviya min bûya, bila dinya derve bi teşqele û xirecirên xwe yên mal, milk, şan, şoretê bîhn li hevûdu biçikanda, min ne xem bû. [2303 uzun_hawar] Bila qeda li dinyayê û kîn û nefreta wê bihata! [2304 uzun_hawar] Li Lalişê di nav hizûreke abadîn de, bi tasek av, pariyek nan, kulmek mewîj û tû û çend hêjîr, bi tenê bi quweta gotinê bawer, rîheke dirêj li rûyê xwe yê birîndar ko hema çi bigire bi geliyê Lalişê dişibiya, zêdekirî, bi hez, arzû û kêfxweşiyê, min roj û şev li pey hev rêz dikirin. [2305 uzun_hawar] Şevên me jî li meclis û dîwanan ko ji mêvan, dengbêj û qewalên dengxweş ên êzidiyan dihate pê, şevên yekta yên gotin û stranan bûn. [2306 uzun_hawar] Me xwe dispart şevên bêdeng, zelal, aram û ebedî yên Lalişê û bi gotinê jan û keserên xwe melhem dikirin. [2307 uzun_hawar] Şevek ji wan şevên me yên aram ko êdî bi bîhna giya, gul û kulîlkên biharê difûriya û bi hilhatina heyvê ronîtir dibû, piştî ko hemû mêvan û feqîr û qewal çûn û ez û Kekê Zerdeşt ko bûbû kekê min ê axretê, bi tenê man, mîna ko ewî fahm kiribe ko wexta min û xatirxwestinê êdî hatiye, west û heye ko keserek li ser rû, ji nişka ve, wî gote min, [2308 uzun_hawar] Biro, bavê mino, min dil heye yadîgarekê bidim te. [2309 uzun_hawar] Lê bi şertekî... [2310 uzun_hawar] Min dengê xwe nekir, ez westiyayî bûm, min bi ken lê nihêrî, kakilekî gwîzê ji siniya şêrînahiyan girt, xiste nav tasa hingiv û ew bir devê xwe. [2311 uzun_hawar] Ma tu dê nepirsî ka yadîgar çi ye, şertê min çi ye? [2312 uzun_hawar] Wî, mîna ko hinekî eciz be, gote. [2313 uzun_hawar] Gotina xweş bihara dilan e, kekê Zerdeşt, min lê vegerand, gotina te têrî min dike, min gotê, bihar hatiye û gotina te bihara dilan e, ji çend mehan û vir ve te dilê min kir bexçê gulan ê biharê û ev jî têra min û heft bavê min dike. [2314 uzun_hawar] Tu berxwedar bî. [2315 uzun_hawar] Wî dengê xwe nekir, rabû ser piyan, qendîl ji dîwêr hilda û çû aliyê hundir ê feqîrxana ko ji çend jûran hatibû pê û ez, ew û çend feqîr û qewalên din tê de diman. [2316 uzun_hawar] Piştî bîskekê ew vegeriya, qendîl bi dîwer ve kir, rûnişt, çog avêt ser çogê, bi dîqet li min nihêrî û gote min, [2317 uzun_hawar] Em êdî birakên hevûdu yên axretê ne, hem li vê dinyayê, hem li wê dinyayê, hem li ser Pira sor, hem jî li heyata pey vê heyatê, em ê her bi hev re bin. [2318 uzun_hawar] Ez ê niha tiştê xwe yê herî giranbiha ko pîrê ko ez li ber destê wî mezin bûbûm û ez anîbûm Lalişê, dabû min, bidim te; teyrê tawis ko remza melekê tawis e. [2319 uzun_hawar] Di kitaba me Mishefa Reş de tê gotin, Xwedavendê me pêşî milyaket afirandin ko melekê tawis mezinê wan e û bi dû re dinya li ser pişta melekê tawis mîna lûlûyekê xaliq kir. [2320 uzun_hawar] Paşê jî erd û asiman, heyv û ro... [2321 uzun_hawar] Wî destê xwe yê rastê dirêjî min kir û kefa destê xwe vekir. [2322 uzun_hawar] Tê de kevirekî sedef ko bi qasî gwîzekê lê pahn û gulover bû û bi çilkên ronahiya qendîlê diçirûsî, hebû. [2323 uzun_hawar] Jora kêvir bi quleke biçûk vekolayî bû û tê re benekî çermîn derbaskirî bû da ko meriv bikaribûya wê mîna niviştekê bi stûyê xwe ve kira. [2324 uzun_hawar] Min kevir ji destê wî wergirt û lê nihêrî. [2325 uzun_hawar] Şeklekî xweşik ê teyrekî tawis lê kolayî bû. [2326 uzun_hawar] Teyrê tawis, bi stûyê xwe yê bilind, tarrik û nikilê xwe yê dirêj, çîpên xwe yên mîna mirtal û pûrt û dûvikê ko mîna kevanekî ber bi jor vekişiyayî, bi hostehî, li ser kevirê spî neqişandî bû. [2327 uzun_hawar] Şertê min jî ev e, ewî du lib hejîr bire devê xwe û bi rûyekî geş got, çu divê tu carî teyrê me nedî kesekî din, ew divê hertim li nik te be. [2328 uzun_hawar] Lê belê, eger hezkar û evîndareke te hebe, rojekê tu pê re heyata xwe bikî yek û tu li qada dinyayê ji herkesî bêtir ji wê evîn û evindara xwe hez bikî û nûra evînê di dilê te de vede, hingê tu dikarî teyrê me bidî wê jî. [2329 uzun_hawar] Lê bi tenê wê û ne hîç kesekî din. [2330 uzun_hawar] Herçî ez im, min evîneke weha bi dest nexist, lê daxwaza min ji melekê tawis ew e ko tu bi dest xî. [2331 uzun_hawar] Melekê tawis nikare te hertim, li her derê biparêze, lê ew ê hertim li qada dinya kambax ko êdî bi temamî tijî şaşî ye û kîn û nefretê rê li ber însanan xwar kiriye, riya rast nîşanî te bide. [2332 uzun_hawar] Min dengê xwe nekir, lê kevir bir ser lêvên xwe, ew ramûsî, bi qasî çendekê lê nihêrî. [2333 uzun_hawar] Kevirê biçûk ê sar ko wê nîve şevê, heye ko li ber destê sibê, bi roniya qendîlê dibiriqî û mîna qedîfê dûz bû, aramî û germahiyeke ruhî vediguhest însên û tevî ko ez westiyayî û ji dûmana cixare û qelûnê û bêxewiyê sersem bûm, min xwe zînde û kêfxweş hîs kir. [2334 uzun_hawar] Min teyrê tawis dîsan ramûsî û ew bir stûyê xwe û pê ve kir. [2335 uzun_hawar] Serpêhatiya min û kevirê sedef ê teyrê tawis ko ez ê, di şevên bê de, bi kitekit qalê bikim, direj e. [2336 uzun_hawar] Lê ji niha ve ez bibêjim we ko kevirê teyrê tawis ê Kekê Zerdeşt, li Şamê, warê me yê nefiyê, alîkariya min kir ko ez qatilê evindara xwe Stêrê ko bi derbên xencereke bêwîjdan hate kuştin, binasim û tola Stêra xwe ya bêsiud û bêmiraz bi eynî xencerê xwînrij hildim. [2337 uzun_hawar] Lê wê şevê, piştî ko Kekê Zerdeşt razên dilê xwe ji min re gotin û kevirê xwe yê giranbiha da min, berî ko em rabin û herin bikevin nav cîhan, wî destê xwe yê rastê bir ser milê min û bi dengekî zîz ji min pirsî, [2338 uzun_hawar] Biro, bavê mino, bav û kalên me gotine, birîna ko neye vedanê, rehet nabe... meraqeke min heye, ma tu nabêjî min, ka ev birîna li ser rûyê te ko diyar e birîna şûr an xencerekê ye, ji kû ye, ji kengî ye? [2339 uzun_hawar] Kê çavê te kor kir? [2340 uzun_hawar] Birînên me hemûyan hene, kekê min ê delal, min gotê, em ehlê birînên kûr in, birînên me, carina mîna birînên min li ser rû ne, carina mîna birînên te li ser dil û ruh in... Birînên min... ew berî ko ez bîr bi heyaman bibim, hatine vedan, nayê bîra min ka kengî bû. [2341 uzun_hawar] Û ez giriyam. [2342 uzun_hawar] Dengê bêdengiyê ko warekî vegirt, êdî zû bi zû ji wir dernakeve. [2343 uzun_hawar] Heke dengê bêdengiyê ji şopên birînên kûr hatibe pê, hingê bêdengî dibe îlelebet. [2344 uzun_hawar] Hingê bêdengî di nav her celeb dengê heyatê de, mîna çemê ko di bin qeşayên çilê de diherike, mecrayeke xas dibîne û tê de her û her olan dide. [2345 uzun_hawar] Lê belê olaneke welê ko bi tenê dil û ruh dikarin wê bibihîsin. [2346 uzun_hawar] Her cara ko min dil kir ko bi dengên heyatê û bi dengên ko hertim li dora dengbêjekî ne, dengê bêdengiyê ji bîr bikim, çavê min ê kor û rûye min ê qelişî dengê bêdengiyê anîn bîra min. [2347 uzun_hawar] Roj bi roj, sal bi sal hîn bêtir... herçend umrê min kemilî û gihîşte qonaxên nû, dengê bêdengiyê jî ewçend dil û ruhê min guvaşt. [2348 uzun_hawar] Guhdarên qedirbilind, xortên delal, [2349 uzun_hawar] Min ê ji kê re bigota ko dilê min bi liyan bû û her bêdengiyekê nîşana dengên ko nayên gotinê bû? [2350 uzun_hawar] Ez ê niha çawan ji we re bibêjim ko bi çêla pirsa Kekê Zerdeşt re, niha dîsan dilê min liyan e, dîsan wext wexta dengên bedengiyê ye? [2351 uzun_hawar] Heye ko ji ber dengê bêdengî û olana wî ye ka ez bûm dengbêj û min gotin kire para heyata xwe. [2352 uzun_hawar] Heye ko loma ez weha rûniştime, tevî birînên min ko min gav bi gav dibin gorê, heta berbangan, ji we re kitekitên tarîxeke kirêt û heyatên şikestî dibêjim. [2353 uzun_hawar] Tarîxeke kirêt û heyatên şikestî ko ji jan, keser, hesret, sûzenî, ketin, bêgavî ko bi gotinê nayên zimên, ko dibin hîmên bêdengiyê, hatine pê... [2354 uzun_hawar] Guhdarno, [2355 uzun_hawar] Ma jan, keser û hesret jî mîna kêfxweşî şox û şengê ne hewcedarên gotinê ne? [2356 uzun_hawar] Ma jan û kêfxweşî, keser û bextiyarî, hesret û mesûdî ne cêwî ne? [2357 uzun_hawar] Ma gotina min a destpêkê ya şevbuhêrka me ya yekemîn nayê bîra we; dengê jibîrbûyiyan... Yanî dengê bêdengiyê... [2358 uzun_hawar] Heye ko ji lewre, ko ez bikaribim ji dengê bedengiyê re awazekê bibînim, ez bûm bendî gotinê. [2359 uzun_hawar] Gotina ko hatiye hûnandin, bi deng û awezekê ko tê de bêdengî jî xwedî deng e. [2360 uzun_hawar] Bêdengiya ko piştî derba şûr an jî pirsên li ser derba şûr hatiye pê, bi çu bêdengiyên din naşibe. [2361 uzun_hawar] Bêdengiya derba şûr xurt, kûr û jîndar e. [2362 uzun_hawar] Belê, jîndar, bêdengiyeke welê ko çu carê namire. [2363 uzun_hawar] Bêdengiyeke welê ko mîna loriya pîrejinên ko li şîn û tahziyan rûniştine, her di dil û ruh de dihênije. [2364 uzun_hawar] Mîna niha... [2365 uzun_hawar] Bi dû dengê şûr re bêdengî. [2366 uzun_hawar] Axur bêdeng, kadîn bêdeng. [2367 uzun_hawar] Bav, dê û hersê zarok bêdeng. [2368 uzun_hawar] Hewş, gund, hawîrdor bêdeng. [2369 uzun_hawar] Ne teyr û tilûrek Ne heywan û rawirek Ne jin û mêrek Ne zarok û kalemêrek [2370 uzun_hawar] Mal û jûrên ko bi germahiya însên tijî bûn û do jê deng dihatin, Kahniya ko bi destê hosteyên kevnare lêbûbû û do diherikî, [2371 uzun_hawar] Xanî û dîwarên ko bi kevirên ferişî yên reş lêbûbûn, [2372 uzun_hawar] Dar û daristanên ko warê seydên ask û xezalan bûn, [2373 uzun_hawar] Newal û geliyên ko bi dengê qewl û stranê olan didan, Dîwan û meclisên ko bi dengê stran û qewlan germ dibûn, Kalên rîhspî ko dewr û dewran dîtibûn, Zarokên biçûk ko hê bîr bi çerxa dewr û dewranan nedibirin, Her yek xwedî canekî, umrekî, heyatekê, Her yek xwedî navekî, şan û bavikekî. [2374 uzun_hawar] Gundê ko ji sedan salan û vir ve nas, Bav û kalên veşartî, li goristana gund a nas, Dar û berên ko bi destê bav û kalan çandî û nas, Rez û bexçeyên ko bi tecrube û xatireyên bav û kalan ve nas, Bav, dê, bira, birazî, xal, xwarzî, heval, dost, hemû nas, Heta do, hemû bi hev re, bi ked û xwîdan, xewn û xeyal, Bi heyateke nas. [2375 uzun_hawar] Hemû niha bi bêdengiyeke nenas, Ku ji bêdengiya goristanê kûrtir, ji bêdengiya deryayan boştir, Li ber bayekî sivik ê sibeheke ronî, Geh li vir, geh li wir. [2376 uzun_hawar] Derba şûr û mohra mirinê; bêdengî, bi temamî bêdengî... [2377 uzun_hawar] Lê bi dû bêdengiya dirêj a boş re, mîna mûcîzeyekê, carina [2378 uzun_hawar] dengekî zirav, pêjneke sivik. [2379 uzun_hawar] Mîna simbilekî jar ko li pey qimilê maye, Mîna kevirê stûna pirekê ko li ber lehiyekî rabûyî çûye, Mîna çivîkekê ko ji hêlîna xwe ketiye, Mîna qulingê perşikestî ko li pey refê xwe ko di nav gulokên [2380 uzun_hawar] pûk û bahozê de windabûyî, maye. [2381 uzun_hawar] Û mûcîze; li kadînê, Di nav ka de ko bi xwîna însên renk guheriye, deng û pejn Nalîna zarokê berşîr Axîna dayika wî... [2382 uzun_hawar] Dengek, li pey her tiştî dîsan dengek... [2383 uzun_hawar] Dengê Bexda û Babîlê, bêguman ji dengê Lalişê ko yekcar dil û ruhê min vegirtibû, gelekî cihê bû. [2384 uzun_hawar] Herwekî dengê însanan, dengên cîh û waran jî xweser in. [2385 uzun_hawar] Her war, welat û dever xwedî dengekî xas e, ko tê de hemû serpêhatî, tecrube û tarîxa navçê heye. [2386 uzun_hawar] Welatê êzidiyan ko xwedî dengekî gelekî taybetî yê kevnare bû, li ser riya terbiyekirina ruhê min, bû medreseyeke nû, lê belê ji Laliş û dengê Lalişê êdî wexta xatirxwestinê hatibû. [2387 uzun_hawar] Ez, Biroyê êzidî, rêwingê dinyê, diviya di riya qedera xwe ya neçar î teres de biçûma û min riyên nû ko carina kaş an nişîv, carina fetloke an yekpê, carina jî kor an xaç dibûn, bibiriya, qonaxên nû ko carina tê de bi tenê dengê kundan dihate bihîstin û carina jî tê de dengên têkel ên serpêhatiyên însanî olan didan, bida ber xwe. [2388 uzun_hawar] Hîn gelek war û welatên ko min nedinasîn û bi dengên însan, bûyer, serpêhatî û tarixê ve tijî bûn, li hêviya min, li hêviya ruhê min ê qeşmer û fikir û gumanên min ên zarok bûn. [2389 uzun_hawar] Piştî ko min kelîjana havîna Mezopotamya Jorîn jî li geliyê Lalişê ko li gora Mûsil û deverên din ên şewitî hûniktir bû, bihurand, min dîsan da rê, di sibeheke ronî ya destpêka payîzê de, berî ko ro li me hilwere, li ser hespekî rewan ê kumêt, tevî qewalê denghevrêşim kek Zerdeşt û ew her-du xortên ko di çûyina min de, ji Mûsilê heta Lalişê, bi min re bûn, Xidir û Hadî, kevirê sedef ê teyrê tawis ko êdî mîna birînên rûyê min bûbû perçeyekî heyata min, li stûyê min, em ketin rê, me ji Laliş, çiya, gelî û daristanên aram û ji teşqele û xirecirên însanan dûr xatir xwestin, berê xwe da çola qiraç a Musil û Nînovayê ko mîna her carê di xewa xwe ya tiral a hezaran salan de bûn. [2390 uzun_hawar] Li Mûsil û Nînovayê hîç çu guherîn nîn bû, heke em toz û gemara ko qateke din li toz û gemara wextê qedîm ê herêmê zêde kiribû, nehesibînin. [2391 uzun_hawar] Dîcle bi şêweyê xwe yê nas, bi tevgerên giran ên fetloke di çola şewitî de diherikî; bayê sivik û germ ê şerqê mîna alawên agirekî nûpêketî rûyê însên mist dida; teyrên başoke bi tevgerên giran li doraliyên çêm û girikên Nînovayê, bêmebest, li asimanên şîn ko carina bi ewrên spî dineqişîn, çerx dibûn; dûpişk, mar û marîjok, tîrêjên tîn ên tavê li ser pişta wan, di navbera kuç û kevirên Nînovaya şewitî de hêdîka, çiv didan; kelek û keştiyên biçûk li ser ava Dîcleyê ya sakîn, mîna pez û dewarên li qiraxên çêm ko bi germahiya tavê gêj bûbûn, giran giran xwe dilivandin; qahwexane dîsan, bi dûmaneke giran a cixare, qelûn û nêrgilê, bi vizeviza mêş û pêşiyan û bi qîreqîra tucar û sîmsarên hîlebaz ko kesî nizanîbû ka bezê guhê bavê wan ji kû bû û bi hezar fen û dolaban kaya şil û giyayê ter bi buhayê zêran difirotin gundiyên doralî, tijî bûn; dengên zimanên curbecur ên dêrên têkel ên filehan, mizgeftên têkel ên şafî û henifiyên misilmanan û hewrayên cihûyan li bin guhê hev diketin. [2392 uzun_hawar] Qayikxaneyên li kêleka çêm, dûkanên bazaran, meydanên kirîn û firotinê, xanên kevnare yên kerwanên dûr û nêzîk ko ji bilî domandina heyata rojane bi kêrî çu tiştî nedihatin, mîna tîmsalên heyata rengîn a Mezopotamya Jorîn ko ji zanîn û şiûra xwe ya tarîxî bi dûr ketibû, şên û geş bûn. [2393 uzun_hawar] Mûsilê, bajarê qedîm ê tarîxê, mîna her carê, bêyî ko haya wî ji tarîxê hebe, di wexteke tarîxî de, heyameke nû li tarîxê zêde dikir. [2394 uzun_hawar] Lê belê, li wir, însanekî ko bîr bi van hemû tiştan dibir û bi sebir, li hêviya hatina min bû, hebû; Migo. [2395 uzun_hawar] Herçiqas ew bi min re nehatibû Lalişê û heyata Lalişê ko bi qewlên êzidiyan hatibû hûnandin, xetim nekiribû, ewî li Mûsilê, li gora xwe, şêweyên din ên heyatê, ko bi huwiyeta wî ya ermen û bi dînê wî yê xiristiyanî ve gelekî girêdayîbû, xetim kiribû. [2396 uzun_hawar] Wî jî mîna min, mîna nîşana heyama nû ya heyata me ko bi şopên tarîxî yên çemê Dîcleyê li ser rêwîtiyeke xas bû, rîh berdabû. [2397 uzun_hawar] Lê rîha min ko eybên rûyê min hinekî vedişartin, mîna rîha feqîr û qewalên êzidiyan dirêj û şehkirî, rîha Migo ko ji bervajiyê rîha min, bal û endama wî ya girs temam dikir, mîna keşeyên dêra ermenan kurt û hinekî gulover bû. [2398 uzun_hawar] Ez dirêj, rîha min dirêj; Migo gulover, rîha wî gulover bû. [2399 uzun_hawar] Çaxê êvarê ez, tevî hevalên xwe yên rê, çûm dêra ermenan û di dersxana dêrê de min Migo ko di nav refên kitaban de bi tenê bû û li ber rehleyekê, di bin ronahiya qendîlekê û sûretekî Îsa Mesîh de, serê wî li ber kitabeke vekirî, dinihwirî, dît û me, mîna ko Dîcle û Firat bi hev re bibe yek, welê tavilê xwe avêt hembêza hev, hingê ne bi tenê zikên me yên ko êdî mîna defekî werimîbûn, herweha mûyên reş ên rîhên me jî gihîştine hev û hevûdu ramûsandin. [2400 uzun_hawar] Dest û milên malmîratê Migo bûbûn mîna mengeneyeke hesinî ko ne bi tenê dikarîbû nefesê li min biçikanda û bedena min a dirêj biguvişanda, herweha wî dikaribû, ez bawer im, kolozên pola jî mîna rîsên giya li hev bada. [2401 uzun_hawar] Lawo, hêdî be, min gotê, te kezeba min di devê min re anî. [2402 uzun_hawar] Kuro, tu û kezeba te! [2403 uzun_hawar] Kezebreşo, tu li kû yî? [2404 uzun_hawar] Ewî hinekî esebî li min vegerand. [2405 uzun_hawar] Ev çi halê te ye? [2406 uzun_hawar] Ev rîh, ev zik, ev qelawî. [2407 uzun_hawar] Tu dê biteqî, malmîrato! [2408 uzun_hawar] Min gotê û rê li axaftina wî girt. [2409 uzun_hawar] Min dizanîbû ko min wî bi mehan, bi tenê hîştibû û mîna ewrên avis ên asimanan ko li hêviya bayekî sivik bûn da ko xurt bibarin, ew eciz bû û li hêncetekê digeriya ko ne bi tenê bibare, lê belê mîna şêrekî biore jî. [2410 uzun_hawar] Mîna ko ewî niyeta min fahm kiribe, ew hinekî ji min bi dûr ket, çavek li hevalên min gerand, mîna ko ew ji wan hinekî fedî bike, dîsan awireke sar da min û hêrsbûyî, lê îcar bi dengekî nermtir li min vegerand. [2411 uzun_hawar] Biro, kezebreşo, ma ez te nas nakim? [2412 uzun_hawar] Tu niha dîsan dixwazî kîrê devan li qûna pisîkan rast bikî! [2413 uzun_hawar] Bi vê gotinê pîrqînî bi min û hevalên min ket û ez ber bi wî çûm û îcar min ew pihêt hembêz kir. [2414 uzun_hawar] Em li hev hatibûn. [2415 uzun_hawar] Dotira rojê ewî bi kitekit behsa heyata xwe ya Mûsilê û wan mehên xwe, min jî behsa Lalişê, êzidiyan, qewl û stranên wan kir. [2416 uzun_hawar] Bi hemû teferuatan, bêyî ko ne ew, ne jî ez, em serpêhatî, fikir, bûyer an jî kiteyekê ji bîr bikin. [2417 uzun_hawar] Bêguman min qewl, hedîs û stranên ko ez li Lalişê hîn bûbûm, jê re geh mîna stran geh mîna gotin, yek bi yek, jiber, vegotin û kevirê xwe yê sedefê ko li gora qewlê Kekê Zerdeşt, ew ê di rojên min teng û neçê de alîkariya min bikira û di stûyê min de mîna nîşana payebilindiyeke mezin li ba dibû, berpêşî wî kir. [2418 uzun_hawar] Çaxa min di berbangeke sibeyeke zelal de, li mêvanxana dêra ermenan ko Migo jî êdî li wir, li nik min bû, di nav cîhan de, çîroka xwe û Lalişê bire serî, berî ko em bikevin xewê, mîna lorînekê, min rêzên dawîn ên Qewlê Şêşimsê jê re xwendin; [2419 uzun_hawar] Xwidanê keremê, dêrşê geliyê Lalişê, Meded halî sinetê, Tu bangî rehmetê, Rehme li dê û bavên hadiran û guhdaran... [2420 uzun_hawar] Herçî Migo bû, wî jî mîna min, heye ko ji min jî zêdetir, bala xwe dabû ser tiştên nû û li ber destên keşeyên dêrê Tewrat, Zebûr û Încîl ji nû ve xetim kiribû, li ser medeniyeta Urartûya ko mîratên bav û kalên wî bûn, gelek weşanên ko di kitabxana dêrê de bû, xwendibûn, îlmê xwe yê zimanê ermenî bi pêş de biribû, hinekî bi ermeniya kevnare ko wî jê re digot, krapar, hîn bûbû, mîna şalûrekê bi ermeniya nû ko jê re digot, aşkarapar, dipeyivî, li ser elifbêya ermenî ko beriya wextê me bi qasî hezar û çar sed salan, ji aliyê keşe Mesrob Maşdots ve hatibû pê, hûr bûbû, şiîr û stranên şaîrên navdar ên ermenan mîna Nerses Şnorhali û Sayat Nova ji ber kiribûn û di wê navberê de çend caran çûbû welatê Aşûr û Nemrûdê. [2421 uzun_hawar] Çaxa me êvaran xwe dîsan dispart bilindahiyên keleha Mûsil û keleha Selçuqiyan û dest bi xwarin û vexwarinê dikir, piştî bîskekê, bi dû çend îskanan re, di bin xalîçeya ronî ya stêran de, bi hevaltiya dengê segên bajêr û kundên Nînovayê, Migo dest pê dikir û mîna ko ewî dixwest dengê xwe bigihîne kûrahiyên ruhê Nînovayê, bi dengekî gelek berz, rêzine ji Tewratê ko wî ji ber kiribûn û çêla Nînovayê dikirin, nîvco û peregende dixwendin; [2422 uzun_hawar] Ho, tu, bajarê xwelî li serê barî!.. war û welatê derew, kelepor û talanê... dengê qamçiyan, hîrehîra hespan, şirqîniya şûran, vizeviza riman, axîna birîndaran, cendekên behejmar ên miriyan... ho, bajarê ehlîkêf... derman nîn e... birînên te dê çu carê necebirin... [2423 uzun_hawar] Piştî demeke dirêj li Musil û der û dorên Musilê, me diviya dîsan xwe bida hev û em bi rê ketina. [2424 uzun_hawar] Mam Sefo ko haya wî hertim ji me hebû û ji dûr ve xwedîtî li me dikir, dîsan, kîsekî mezin tijî mecîdiyên osmanî û kîsekî biçûk jî tijî zêrên biçûk, tevî Apê Yaqûb ko di navbera Musil û Cizîrê de, bi keleka xwe ya nû bar û rêwî dibirin û dianîn, şandibû. [2425 uzun_hawar] Me dirav, cil û berg, xwarin û vexwarin, nas û dost hebûn. [2426 uzun_hawar] Me xîret, bîr û bawerî, meraq û berpirsiyarî hebû. [2427 uzun_hawar] Zikê me têr, umrê me kamil, lê heyata me xort, armanca me bilind, hedefa me kûr û dûr bû. [2428 uzun_hawar] Me diviya berê xwe bida oxirê û xwe bisparta axên nû, îklimên nû, dengên nû. [2429 uzun_hawar] Me pêdivî û tevdîrên xwe, li ser dûkan û bazarên Mûsilê, yek bi yek bi cîh anîn û boxçikên xwe hazir kirin, ji heval û dostên ko bi mêvanperweriyeke bêpayan rabûbûn û em li mal, meclîs û mêvanxaneyên xwe hewandibûn xatir xwestin, du şevbuhêrkên bi şox û şeng, yek li mêvanxana dêra keldanan, yek jî li ya ermenan li dar xistin û di berbangeke payîzê de, berî ko çilka tîrêjên tavê bikeve zikê dinyayê, tevî kerwanekî boş ê erebên bazirgan ko ji deverên Rihayê dihat û ber bi Basrayê diçû, li ser pişta du hespên esîl ko me ji axura dêra ermenan deyn kiribûn û di vegerê de me dê teslîmî wan bikira, em bi rê ketin. [2430 uzun_hawar] Lê berî ko em bi rê kevin, em daketin qiraxên çêm û çûn nik Apê Yaqûb ko ji bo çend rojan hatibû Mûsilê. [2431 uzun_hawar] Apê Yaqûb, li kêleka wî jî dostê me, segê fedekar û bîrbir Gurzo ko disan dûv û qamîşê wî yê sor rep, li qayikxanê, li kêleka dûkên, li ser kursiyekî gelekî nizm rûniştibû û çay vedixwar. [2432 uzun_hawar] Gurzo em nasîbûn, çawan çavê wî bi me ket, tavilê, ew rabû û şên, bi kêf ber bi me hat û mîna nîşana kêfxweşiya wî, ewî xwe avête ser me. [2433 uzun_hawar] De bihewe Gurzo, Migo, hinekî esebî qîriya ser Gurzo, lawo, ma tu dê bikutî me? [2434 uzun_hawar] Piştî ko Gurzo hinekî haş bû, kenek li ser rûyê me, em jî li kêleka Apê Yaqûb, li ser kursiyan rûniştin û me dest bi sohbetê kir. [2435 uzun_hawar] Migo dê nameyek ko ji bavê xwe re nivisîbû, bidayê û em ê ji bo rêwingiyê pê bişêwiriyana. [2436 uzun_hawar] Piştî bûyera kelekê, hem çavê min hem jî çavê Migo ji rêwingiya kelek û keştiyan tirsiyabû. [2437 uzun_hawar] Bi tenê du rê hebûn, riya çêm û heke riya avê nebûya hingê me riya bejê, riya kerwanan diviya. [2438 uzun_hawar] Gerçî Apê Yaqûb tênedigihîşt ka me li wî welatê başûr ê çol û heriyê çi diviya, lê ew jî di wê baweriyê de bû ko îcar riya kerwanan ê ji bo me çêtir bûya. [2439 uzun_hawar] Bi tenê şîreteke wî li me hebû; di welatê çol û xezebê de her tişt dikarîbu bi serê me de bihata, rê bi keleşên bedewî ko birçî bûn û li pariyek nan digeriyan, çeteyên osmanî ko ji eskeriyê reviyabûn, mar û dûpişkên ko bi tîna tavê har bûbûn, tucar û bazirganên ko heyata wan dek û dolab bû, gundiyên ko daxwaza dilê wan û gotina devê wan ne mîna hev bû, tijî bû, diviya em bi tevdîr bûna, em diviya ne peya, lê siwar bûna û hespên me jî diviya esîl bûna. [2440 uzun_hawar] Xortino ji bîr mekin, wî gote me, hespên esîl siwarên xwe di rê de nahêlin. [2441 uzun_hawar] Berî ko em jê xatir bixwazin, piştî qulta dawîn a çayê, min jê kurê wî, hevriyê me yê rêwîtiya kambax a Dîcleyê Bedros pirsî. [2442 uzun_hawar] Bedros çûye gund, wî got. [2443 uzun_hawar] Ew çûye nik dê û xwehên xwe. [2444 uzun_hawar] Xweha wî Ester hinekî nexweş bû. [2445 uzun_hawar] Min navê Esterê ko paşê bû stêra ber dilê min, hingê cara duwemîn, îcar ji devê bavê wê, bihîst. [2446 uzun_hawar] Ester, Estera dengşalûr? [2447 uzun_hawar] Min jê pirsî. [2448 uzun_hawar] Belê, Ester... tu ji kû dizanî ko dengê wê xweş e? [2449 uzun_hawar] Destê wî yê rastê li ser simbêlên wî yên boq, meraqek li ser rûyê wî, wî li min vegerand. [2450 uzun_hawar] Bedros gotibû, min bi kurtebirî gotê û em rabûn ser piyan da ko di riya xwe de herin. [2451 uzun_hawar] Dotira rojê, çaxa me di kêleka çêm re, tevî kerwanê dirêj ko hema çi bigire ji deveyan hatibû pê û bazirganên ereb ên jêhatî û xwedantecrube, dest bi rêwîtiya xwe kir, ji kêfa min re payan nîn bû; hespê min ê nûtimarkirî, mîna ko ew di govendê de be, bi aheng diçû, çavê min geh li ser deşta zer a bêdawîn ko leylan dida, geh li ser çemê Dîcleyê ko kirasê navçê li xwe kiribû û bi rengekî zer î zêrîn diherikî, min hêdîka strana ko min di wê danê sibê de, ji nişka ve li hev anîbû û xwesteka ruhê min bû, dilorand; [2452 uzun_hawar] Esterê, lê Esterê Zarşêrînê, lê keçê [2453 uzun_hawar] Bilbila welatê Hekarê Esterê, lê Esterê... [2454 uzun_hawar] Min dil nîn e ko ez niha vê gera me ko bi dû re bû tecrubeyeke girîng a heyata me, ji we re, tevî hemû kitekitan şerh bikim, ji ber ko min hê gelek tişt û bûyerên girîng hene ko ji we re bibêjim. [2455 uzun_hawar] Lê heke ez bi kurtî çêla vê gava diduyan a gera me ko îcar jî bi qasî sê-çar mehan dewam kir, bikim, hingê ez divê bibêjim ko min û Migo xwe gîhand kahniya însaniyetê, dilê hemû medeniyetên însanan, – bêyî ko em pêrgî qeza û belayên mezin werin. [2456 uzun_hawar] Em ji Musilê derketin û hertim di kêleka Dîcleyê re, carina jê hinekî bi dûr, carina li nik, ber bi başûr, welatê çol û germê, gav bi gav, roj bi roj daketin. [2457 uzun_hawar] Kerwan hêdî diçû, dengê hesab, xirecir, pevçûn, stran û henekên bazirganên ereb li bin guhê hev diketin. [2458 uzun_hawar] Bi rojê, nemaze gava tav bilind dibû, tîna tavê leylan dida û hawîrdor diqulipand ser deşteke rût a çîk î zer û êvaran dinya diqulipî ser mehfûreke neqişandî ya welatê Wanê û stêrên çirûsî ko mîna çiyayê abadîn ê Cûdiyê aram, qehîm û ronî di zikê asimanan de radiwestiyan, geh ronahiyeke ecêb xurt direşandin ser dinyê geh jî mîna ko ew bixwazin ders û tecrubeyên çerxa felekê nîşanî me însanan bidin, mîna ko ew bibêjin, umrê însanan jî weha ye, dirijiyan û ji milekî ber bi milekî din dixuricîn û winda dibûn. [2459 uzun_hawar] Li hemû dinyayê, li deverên cihê ko umrê min tê re boriye, min mehfûra neqişandî ya stêran hertim dîtiye, lê ne bi wê ecêba welatê başûr ê çolê. [2460 uzun_hawar] Li wir stêr gelekî nezîkî me bûn, mîna ko ew li ser serê me hilawestibin û çêla hal û hewalê me bikin, bi me re bûn û tevî me bi kerwanê re dimeşiyan. [2461 uzun_hawar] Her gava ko me davêt, her qonaxa ko me dibirî, tijî deng bûn, dengên tarîxî û jibîrbûyî ko ji bilî min û Migo kesekî din seh nedikirin. [2462 uzun_hawar] Em daketin welatê xopan ê Nemrûdê ko di Tewratê de qalê dibe û hema çi bigire tîmsala avahiyên giregir, şidet û zordestiya însên e. [2463 uzun_hawar] Ji wir me xwe gîhand bajarê qedîm ê bav û kalên Apê Yaqûb Aşûrê ko beriya me bi hezaran salan ava bûbû û navê xwe dabû Împaratoriya Aşûrê û nifşên ko ji hezaran salan û vir ve dihatin bi çîrokên wî mezin bûbûn. [2464 uzun_hawar] Di wir re em daketin Tekrîtê, bajarê Dîcleyê ko ehlê wî bi temamî ereb bû û însan dikare bibêje ko hingê tixûbekî nediyar ê di navbera Mezopotamya Jorîn û Mezopotamya Jêrîn de bû. [2465 uzun_hawar] Ji Tekrîtê em gihîştîn yek ji herêmên herî geş ên welatê çemê Dîcleyê, bajarê Îslamiyetê Samarayê ko qûleya wî, mîna qûleya Babîlê, ji dûr ve dixuya û bi fermana kurê xalîfe Harûn Reşîd, xalîfe El Mutasimbilah hatibû ava kirin û di demeke kurt de bûbû yek ji navendên girîng ên medeniyetên cîhanê û piştî demekê, ji nişka ve, têk çûbû û hilweşiyabû. [2466 uzun_hawar] Ji wir jî me xwe berda bajarê navdar ê çemê Dîcleyê ko bi roj bi tîrêjen tavê, bi şev jî bi ronahiya qendîlan diçirûsî û bi darên xwe yên palmiye, serpêhatiyên xwe yên xelîfeyên îslamiyetê û çîrokên xwe yên Hezar û Şevekê nas bû, yanî Bexdayê. [2467 uzun_hawar] Ji bilî Bexdayê, heke em bajarên biçûk ko li kêlekên wan ava bûbûn nehesibînin, hema çi bigire hemû bajarên din ên kevnare bûbûn kavil û kund li ser dîwarên wan ên wêran dixwendin û kulî li ser banê wan ê hilweşiyayî dipengizîn. [2468 uzun_hawar] Tarîxek ko riyên nû li ber însaniyetê vekiribû, di nav qûm, ax, toz û heriyên wan bajarên wêran û hilweşiyayî de veşartî bû. [2469 uzun_hawar] Ne bi tenê bajarên ko wextekî mîna stêran diçirûsîn, herweha tarîxeke kevnare û abadîn jî li wir ketibû xewa giran a mirin û jibîrbûyinê. [2470 uzun_hawar] Dîcleyê di nik Aşûrê re ko çirûskên dawîn ên heyatê tê de, ji mêj ve temirîbûn, bi xêzeke fetloke, çiv dida; birc û dîwarên keleha Samarayê yên jihevketî, mîna ko ew li hêviya çilkeke heyatê bin, stûxwar, li çola bêdawîn û stewr dinihêrîn; herçî Tekrît ko li ser girekî ava bûbû, li çêm dinihêrî, li wir jî, mekanên herî jîndar, qahwexaneyên kêleka çêm bûn, ko tê de, mîna qahwexaneyên Mûsilê, bi tenê mêş û kelmêşên rabûbûn govendê, jîndar bûn. [2471 uzun_hawar] Heyat li wan deran bi tenê Dîcle bû; av, herikîn û tevgera çêm bû ko maneyekê dida heyat û wextê, dewr û dewranê. [2472 uzun_hawar] Tevî ko havîn û mehên herî dijwar li pey me mabûn, dinya hê jî di nav çola bêdar û bêber de gelekî germ bû, ji lewre meşa kerwên gelekî giran bû, li her qonaxekê, li her bajarekî em disekinîn. [2473 uzun_hawar] Bi tenê li kêleka çêm dar û hêşinahî hebûn, lê li wan deran jî ordiyeke têkûz a pêşiyên xwînxwar ko bi ordiyên kevn ên aşûr û medan dişibiyan û ji tîna tavê û deviyên li ber devê avê hez dikirin, bedena însên di nav kêliyekê de diqulipandin ser seradeke qulqulî. [2474 uzun_hawar] Bêbavê pêşiyan welê êrîşeke bêrawest dibirin ser însên û welê bi însên ve didan ko agirê derbên wan ji agirê tîrên keldanan jî xirabtir bû. [2475 uzun_hawar] Lê ji ber bextê me yê çê, li rê em hema çi bigire hertim pêrgî şivan û keriyên pêz ko bi hêviya misteke giya, bêserûber û gêjik, çerx dibûn, gundên biçûk ên ereban ko xaniyên wan ên teng û tarî bi kerpîçên şewitî lêbûbûn, filehên koçer ên ereb ko konên xwe yên reş ko pirî caran bi mûyên bizinan hatibûn risandin, li ber avekê, bîrekê yan jî di bin siya darine zirav de vedabûn û pêrgî refên cendermeyên osmanî ko hertim li rê bûn û ji devereke Mezopotamyayê vediguhezîn devereke din, dihatin û bi xêra wan, em ji hespan peya dibûn û me bîhna xwe bîstekê berdida. [2476 uzun_hawar] Herçî çemê Dîcleyê bû, di navbera Musil û Bexdayê de, tijî keştî û kelekên biçûk ên gulover ko ereban jê re digotin gufa, bû. [2477 uzun_hawar] Rêwîtiyeke boş di riya çêm re hem ber bi jor hem ber bi jêr li dar bû. [2478 uzun_hawar] Di rêwingiya me de, dengên ko herî zêde me dibihîstin, heke em qîreqîra bazirganên kerwên, ewteewta segan, dengê tîz ê pêşiyên bêbavan, hîrehîra hespan û gufegufa deveyan nehesibînin, hingê dengê dolabên avê bû, ko di kêleka çêm re mîna dîwarên ko bi kemeran hatibûn birîn, xwe dirêjî avê dikirin û ava çêm bi alîkariya cok û qetekan digîhandin ser erdan û mîna cinawirekî her û her xurçexurç dikirin û zûrezûra wawîk û kûzekûza çeqelên şevê bû, ko hertim êvaran li dora kerwên digeriyan û bi dengê xwe deveyên kerwên, hespên me, bergîr û kerên bedewiyên ko li rê, li cîhine diketin nav refê kerwên, eciz dikirin. [2479 uzun_hawar] Li her bajarî kerwansarayine qehîm û kevnare ko tê de her celeb însan ko bi her texlîd kar û şuxilî radibûn û bi her celeb zimanî dipeyivîn, hebûn. [2480 uzun_hawar] Hal û hewalê dinyayê, xeber û nûçeyên war û welatan, pisepisên li pey derî û hewşan, bûyer û serpêhatiyên beg, mîr, şêx, paşa û padîşahan, biha û erzaniya kirîn û firotinê, kelam û stranên ereb, ecem, cihû, keldan û miletên din ên navçê û hema çi bigire her tiştê ko dihate bîra însên li mezelên teng, aşxaneyên genî, mevanxaneyên bi dûmana cixare, qelûn û nergilê tijî û eywanên hûnik ên wan kerwansarayan de dihatine peyivîn û gotin. [2481 uzun_hawar] Rojekê, li kerwansarayeke gelekî kevn ê welê ko ji mermerê verişî yê spî lêbûbû, li Samaraya xopan ko ji mêj ve aşên xwe betal kiribû, danê êvareke piçekî sayî, li eywana fireh û avkirî ya xanê, li ser sedirên dirêj ên bi cawên neqişkirî dirûtî, rûye me ber bi tîrêjên hêlesor ên tavê, min û Migo, me, cangiran û sist pal dabû. [2482 uzun_hawar] Min, taseke kûr tijî xurme li ber min, xurme lib bi lib davêtin devê xwe û di navberê de jî, çaxa min ji xwarina xurmeyan keys didît, gotin li hev siwar dikirin. [2483 uzun_hawar] Migo jî bedentevizî, çavnermijî di xew re diçû. [2484 uzun_hawar] Dotira sibê, berî ko tîrêjên tavê li me hilbihata, me dê dîsan ber bi aliyê Bexdayê bida rê. [2485 uzun_hawar] Me bîhnvedan diviya. [2486 uzun_hawar] Min ji tecrubeyên xwe yên medrese û kitabxana Mam Sefo dizanîbû ko xelkên dûrbîn û zîrek hebûn ko bûyer, serpêhatî û ger û geştên xwe vediguhezandin ser kaxizan û ew dinivisîn. [2487 uzun_hawar] Lê herçî ez bûm, mîna wan kesan ne zîrekê pênûsê bûm, navbera min û nivisînê ne baş bû, ne pênûs û defterên min hebûn, ne jî kitab û mewkîteyên min, ji lewre min jî tiştên ko min didîtin û dibihîstin, bûyer û hîsên ko di dil û mêjiyê min de olanekê vedidan, bi alîkariya gotinan, diqulipandin ser stranan; stranên ko bi tenê min ew li hev danîn, bi tenê min lê guhdarî dikirin û bi tenê min pê dizanîbûn. [2488 uzun_hawar] Hingê, di eywana xana kerwanan de jî, ez her bi şixulê xwe mijûl bûm, li milekî xurmeyên şêrîn, li milekî jî gotinên şêrîn li nik min bûn. [2489 uzun_hawar] Lê Migoyê nefsek ko li ser sedira kêleka min, di xew re diçû, heye ko ew li xurmeyan tamijî be, hişyar bû, destê xwe avête tasa xurmeyan û bi dengekî esebî gote min, [2490 uzun_hawar] Kuro Biro, babilindo! [2491 uzun_hawar] Ma ez ê ji destê te herim kû? [2492 uzun_hawar] Law tu nahêlî ez bîskekê çavê xwe jî germ bikim! [2493 uzun_hawar] Ev çi qîreqîr û lorelora te ye? [2494 uzun_hawar] Qîreqîra çi, lorelora çi? [2495 uzun_hawar] Min bi comerdî tasik dirêjî wî kir û gotê, ez bi dengekî nizm çêla ders û tecrubeyan dikim, wan li hev tînim. [2496 uzun_hawar] Tu û ders û tecrube! [2497 uzun_hawar] Tu li kû, ders û tecrube li kû! [2498 uzun_hawar] Wî got û rahişte tasikê. [2499 uzun_hawar] Ji bo ko însan bibe xwedî ders û tecrubeyan, divê însan wan li hev bîne, ji ber bike da ko wan ji bîr neke, bavê dapîra mino, Migo. [2500 uzun_hawar] Yanî tu niha van qîreqîr, pitepit û loreloran ders û tecrube dihesibînî? [2501 uzun_hawar] Wî, dev tijî xurme, bi zehmetî got. [2502 uzun_hawar] Ne qîreqîr, pitepit û lorelor, lê gotinên sakîn ên ders û tecrubeyan, gotinên zeman û dewranê... gotinên heyatê... min bi awazekî nerm mîna lorînekê gotê. [2503 uzun_hawar] Migoyê qelew ko diviya min navê wî li wir biqulipanda ser Migoyê xurmexwaro, tafilê hemû xurme xwarin, bi awirekî tirş carekê-du caran li min nihêrî, mîna ko heşê wî ji min tiştekî nebire, çend caran serê xwe li ba kir û bêyî ko bersîva min bide, milê xwe yê rastê xiste bin serê xwe, qûna xwe ya fireh ko bi qasî dolabeke avê mezin bû û jê bîhneke nexweş di-hat, ber bi min kir û dîsan pal da. [2504 uzun_hawar] Migo, xemxwiro, min hêdîka, mîna ko ez wi bilorînim, gotê, heyat, Migo, ji heyata ko em pê dizanin, kûrtir, firehtir û fetloketir e. [2505 uzun_hawar] Çaxa tu dil bikî wê biqulupînî ser riyeke rasterast, ser kaxizeke spî, ser gotinên basîd î hîç û pûç, tu dê şaşî bikî. [2506 uzun_hawar] Heyat ne bi tenê ev kevirên xirbe, ev dendikên xurmeyan, ev ava Dîcleyê ko em dibînin in, lê ba û dengên ko di nav van kevirên xirbe de digerin, reh û rêçên dara xurmê ko di kûrahiya axê de ne, pêl û tevgerên ko di binê ava Dîcleyê de têne pê û em nabînin, evana hemû jî perçeyên heyatê ne. [2507 uzun_hawar] Çaxa tu perçeyekî bihesibînî û yekî din nehesibînî, çaxa tu çavê min ê sax bibînî û yê ko bi derba şûr kor bûye nebînî, hingê tu dê çewtî bikî. [2508 uzun_hawar] Heyat mîrasa bav û kalan e, heyat yadîgara tarîx û wextan e. [2509 uzun_hawar] Û ji bîr meke, hevalê min ê xurmexwar, heyat, belayê serê me ye jî... ev xanî û avahiyên xirbe, birc û kelehên hilweşiyayî, qesr û qonaxên şewitî, ax û erdê kizirî ko hemû felaket û mûsîbet, jan û êşa însan û însaniyetê bi bîra me tînin, evana jî aîdê heyatê ne. [2510 uzun_hawar] Jan û êş Migo, xizîn û keser... ev jî perçeyên heyatê ne, ev jî dibin ders û tecrube. [2511 uzun_hawar] Lê bi xêra gotin, stran û lorînê, Migo, hevalê min ê qûngeniyo... [2512 uzun_hawar] Di êvareke, na ne êvar, di şeveke tarî û çikî sayî de, mîna komika keleşan ko hertim xwe dispartin reşahiya şevê, yan jî mîna heramiyên Bexdayê ko bi dizî diketin bajêr û jê derdiketin, kerwanê me jî welê kete Bexdayê, bajarê ko di xeweke kûr de bû. [2513 uzun_hawar] Dinya jixwe girtî bû û ji find û qendîlne qels ko li vir û li wir, di pencereyan re dixuyan, pê ve çu ronahî di bajarê ronî yê medeniyeta îslamiyetê de nîn bû. [2514 uzun_hawar] Bexda ko li milê rojavayê çemê Dîcleyê ava bûbû û xanî û taxên wî li gora tevgerên ava Dîcleyê hatibûn pê, kirasê xewê li xwe kiribû û ketibû nav şevek ji şevên Hezar û Şevekê yên keça narîn, xweşik û bîrbir Şehrezadê ko bi qesta çîrokên şevan û quweta gotina edebî, hêrs û şîdeta hukimdarekî, şev li pey şevê, haş dikir. [2515 uzun_hawar] Lê belê serekên dewr û dewrandîtî yên kerwanê ko em pê re bûn, dizanîbûn ka em ê bi kû de biçûna û kerwanê me, bêyî ko zêde deng derxe, di nav kuçe û kolanên teng re bûrî û xwe gîhande ber avahiyeke kevn û mezin ko jê re digotin Xana El Ortme. [2516 uzun_hawar] Xana El Ortma ko me dotira rojê, bi ronahiya çavan bedewî û xweşiyên wê dîtin, ez dikarim bibêjim, tevî jûrên razanê, banê spehî, aşxana fireh, mêvanxana bi kursiyên nizm ko bi benê kendirê ristî raxistî bûn, dîwana bi sedir û doşegên neqişandî lihevhatî, hewşa fireh a çarkoşe, eywana bilind û axurê bêser û ber, xana herî xweş, baş û kevn a hemû Mezopotamyayê bû. [2517 uzun_hawar] Bexda bajarekî yekta yê Mezopotamyayê bû; bi avahiyên xwe yên spehî ko bi qermîtên şewitî lêbûbûn, bazarên xwe yên ko tê de ji şîrê şêr bigire heta hêkên teyrê simîr, her tişt peyda dibû, xaniyên xwe yên basîd ko bi kerpîçê ava bûbûn; bi mizgeft û minareyên xwe yên ehlê misilmanên şafî, henifî û şiî, dêrên xwe yên filehan ên katolîk û ortadoks, hevriyên xwe yên cihûyên Mezopotamya Jêrîn û hemû navçeyê; bi taxên xwe yên misilmanan ko ji ereb, kurd, faris, tirk, çerkez, moxolî û afganiyan dihatine pê û taxên cihû û filehan ko ji ermen, keldan (aşûr, nastûr, suryan, yaqûbî jî tê de) û firengiyên Ewrûpayê ko li Bexdayê bi karê tîcaretê mijûl bûn an jî bi karê dewletên xwe radibûn; bi hewş û eywanên xwe yên gelekî bedew ko bi yên Mûsil, Diyarbekir û Cizîrê dişibiyan, qonaxên xwe yên hukimeta osmanî ko li kêleka çêm cîhen herî bedew vegirtibûn, şaneşînên xwe yên fireh û xweşik ên xaniyên giregirên Bexda, sefîr û karbidestên dewletên Ewrûpî û yên kumandar û paşayên osmanî ko li qiraxên çêm bûn û jê bergeheke rengîn, nemaze danê êvaran, berî ko tav here ava, dixuya, bêpayan bû. [2518 uzun_hawar] Li Bexdayê ko di dema xalîfeyê ebasî Harûn el Reşid de gihîştibû bilindahiyên dewlemendî û medeniyetê, her kes, her dîn, her ziman, her qewl, her derew, her lîstik, her bêbavî, her tişt hebû; dengê zimanên samî, arî, moxol û reşikan li bin guhê hev diket, cil û bergên xelkên cihê, bi hev re deryayeke rengan dianîn pê. [2519 uzun_hawar] Jinên Bexdayê yên ji hemû miletan di nav çarşefên xwe yên reş û dirêj de, bi nêrîna çavên nazdar ên kilkirî, li kolanên teng û şaneşînên fireh, li keştî û qayikên bajêr, li mal û cîhên edebê, bi nazenîn û bi cîlwe arzûya bedena nerm derdixistin qata heftan a asimanan. [2520 uzun_hawar] Bi xêra Mam Sefo ko hema çi bigire me ji bîr kiribû, şûr simbêlên me nedibirî, mecîdiyên me yên giranbiha, zêrên me yên zer hebûn, zikê me têr, cil û bergên me nû, bêrîkên me tijî bûn. [2521 uzun_hawar] Em li xana El Ortmê diman, me arzûya xwe ya xort û har a bedenên nermik li mal û warên germ û musîkşînas, li nik hurmeyên porzer, porreş, çavşîn, çavbelek, zimanşêrîn û dengxweş ko bi ziman û awazên têkel stran digotin, hema çi bigire bêrawest, aş dikir û danê êvaran jî me qayikeke biçûk kirê dikir û li seranserê çêm, geh ber bi jor, geh ber bi jêr, li ser zimanê min gotin û stranên Cizîra Botan û êzidiyan, li ser zimanê Migo jî rêz û kelamên Tewrat û Încîlê, em derdiketin seyranê û ji çêm me bajar, gav bi gav, xanî bi xanî careke din dinasî. [2522 uzun_hawar] Zivistana wê salê baş derbas bû, ne baraneke boş hat ne jî lehiyên ko diqulipîn ser felaketekê û bajar di bin avê de dihîştin, rabûbûn. [2523 uzun_hawar] Sûtal, tiral û pêxwasên Bexdayê ko mîna parsekên bajêr bêhejmar bûn, di wextê zivistanê de jî, bi qîreqîr xwe ji lengergehên xaniyên kêlekên çêm noqî avê dikirin û bi soberî ji milekî diçûn milê din. [2524 uzun_hawar] Aramiya dinyayê ji bo me jî fersend bû da ko em di riya xwe de biçûna. [2525 uzun_hawar] Serê sibeyeke sayî û zelal, me hespên xwe yên esîl, têr û nûtimarkirî ji tawleyên xana qedîm a mêvanperwer derxistin, xurc û boxçikên xwe avêtin pişta hespan û ber bi Babîlê da rê. [2526 uzun_hawar] Du riyên çûyina Babîlê hebûn; ya yekê, însan dikarîbî bi siwarî, rasterast ji Bexdayê biçûya Babîlê ko ji Bexdayê ne zêde dûr bû; riya diduyan jî, însan dikarîbû peya yan siwar, ji Bexdayê biçûya bajarê Nasrahiyê ko li kêleka çemê Firatê bû û ji wir jî bi keştî daketa Babîlê. [2527 uzun_hawar] Me dil hebû xweha nazenîn a Dîcleyê Firat jî bidîta û rêwîtiyek, ne bi keştî, lê bi hespan, di kêleka wê re bianiya pê. [2528 uzun_hawar] Loma jî em pêşî çûn Nasrahiyê û me xwe gîhande çemê Firêt ko mîna çemê Dîcleyê heyateke şên, geş û biber dibexşand navçeya stewr. [2529 uzun_hawar] Li wir, li ber devê Firatê jî em careke din têgihíştin ko kahniya hemû heyata Mezopotamyayê, reh û rêçên hemû medeniyet, ehl û qewmên ko hatibûn û çûbûn, ev herdu çem bûn. [2530 uzun_hawar] Bêyî Firat û Dîcleyê dê ne medeniyetekê bihata pê, ne jî mîraseke birûmet a însan û însaniyetê. [2531 uzun_hawar] Bêyî ko em bilezînin, gav bi gav, qonax bi qonax, geh taştêyeke bi şîr û nanê hişk ê sêlê li ber konê bedewiyên koçer, geh firavîneke bi savar, sîrmast, humis û acûrên dagirtî, li mêvanxana gundekî kevnare yê ji wextên keldanan mayî, geh şîveke bi tîkegoştên xezalan tijî, li aşxana xaneke gemarî, di kêleka çemê Firatê re ko herdu milên wê tijî bax, bexçe, darên palmiye, xurme, qamîş û hêşinahî bûn, me nezîkî li welatê Babîlê kir û danê êvarekê ko asiman tijî ewrên spî û teyrên qulingan bûn, em gihîştin warê kahniya medeniyetên rojhilatê. [2532 uzun_hawar] Gava çavê min bi gir û bilindahiyên Babîlê ketin, dilê min pihêt hilavêt, mîna ko dewr û dewranek ko berî ziyareta me bi pênc-şeş hezar salan hatibû pê, ji nû ve vejiyabe û ew dewr û dewrana bihurî ji nû ve rabe govendeke ronî û şewqtijî, welê ji ber heyecana min ko min hew dizanîbû ka kefxweşî bû yan xemgînî bû, nefesa min çikiya. [2533 uzun_hawar] Hersê girên esasî yên Babîlê, girê Babîl, Qesir û Emranê, li wir, li ber me, mîna ko ew bang li me bikin, dixuyan. [2534 uzun_hawar] Me ji wan çîrok û meseleyên ko me xwendibû û bihîstibû, dizanîbû ko qesra qralê nemir ê Babîlê Nebûkadnezar ji wan giran bi qasî bîhnekê bi dûr bû; Qûleya Babîlê ko di Tewratê de çêl lê dibû û bûbû sebeba jihevketina qewm û zimanên însanan, li kêleka Firatê, nêzîkî girê Emranê bû; deriyên Xwedawenda babîliyan Îştarê ko bi bircên bilind ên kelehekê dişibiyan û bi neqiş û sûretên kolayî tijî bûn û di wextê xwe de tîmsala xurtî, dewlemendî û mezinahiyê bûn, li wir di nav xwelî, toz, ax, gêç û xîçikan de bû. [2535 uzun_hawar] Şêr û pilingên ko bi qasî zinarekî çiyayên Zagrosê mezin bûn û bi kevirên nehît ê bazal lêbûbûn û conega û firîşteyên ko di dîwarên qesr û qonaxan de hatibûn kolandin di navbera wan gir û bilindahiyan de bûn. [2536 uzun_hawar] Tarîxeke keserkûr, serpêhatiyên xwînxwar, qederên însanî yên tijî jan û xizîn, şer, êrîş û pevçûnên xedar, xwestek û mirazên zahf bilind, evîn û sewdayên kûr, hêrs, kîn û nefreteke bêpayan, rik û înadeke mîna pola, şûr, rim, tîr û xencerên xwînî yên tûj û jahrîn... ev hemû di nav wan gir û di bin wan qûm, xîç, qermît, kerpîç û keviran de veşartî bûn. [2537 uzun_hawar] Migo jî, heke ne zêdeyî min bûya, bi qasî min, bi heyecan bû, li ser hespê xwe yê kumêt, hûrê wî daketî, gewdê xwe yê mezin dihejand, bi dîqet li kavilên Babîla şewitî dinihêrî û rêzên Tewratê ko çêla Babîle dikirin, mîna dînekî çolê ko ji nav xwelî û xîçikên Babîlê vejiyayî be, diqîriya; [2538 uzun_hawar] Û ziman û gotina hemû cîhanê yek bû... û însanan got, em li cîhanê belav nebin, werin em ji xwe re bajarekî û qûleyekê ko serê wê digihîje asimanan ava bikin û ji bo xwe nav û şoretek li dar xînin... û Rebê Alemîn peya bû da ko bajar û qûleya ko benî ademan ava dikirin, bibîne û Reb got; hemû qewmekî ne û zimanê wan hemûyan yek e... lê werin, em peya bin û zimanê wan li wir tevîhev bikin da ko ew ji hevûdu fêm nekin. [2539 uzun_hawar] Û Rebê alemîn ew ji wir li seranserê cîhanê belav kirin û wan êdî dev ji avakirina bajêr berda; ji ber vê yekê navê bajêr bû Babîl... [2540 uzun_hawar] Û Migo diqîriya; ba... ba... ba... [2541 uzun_hawar] Heke mesele were ser tiredîniyê, bêguman, ez jî ne kêmî Migo bûm û lingên min pihêt li ser zengûyan, hevsar di destê min de, li ser hesp ez rabûm ser piyan û min serê hespê xwe yê qemer ber bi qiraxên çemê Firatê berda û ji Migo jî bêtir dest bi qîrînê kir; [2542 uzun_hawar] Govend e, lo govend e... govenda ronahiyê ya Babîla kambax e... Stran e, lê stran e... strana welatê şêran e... [2543 uzun_hawar] Bi qasî çend hefteyan, em li Babîl, gundên der û dorê û li kêleka çêm, ber bi milê jêr, heta cîhê ko Firat û Dîcleyê, ev herdu cêwiyên comerd û delal ên Mezopotamyayê, piştî hesreteke bêpayan a welat, dewlet, war û navçeyan, xwe digihandin hev geriyan û bi dû re jî, çaxa em têgihîştin ko dilê me êdî rehet e û deng û pejnên war û welatên ko me dîtine, dewr û dewranên ko me di dil û ruhê xwe de bihîstine, êdî di xewnên me de olan didin, hingê me gotina bav û kalan ko dibêje, kesê ne li ber çav e, ne li ber dil e, bi bîr anî û serê hespên xwe ber bi jor, ber war û welatê bav û kalan ko em jê dihatin, bada. [2544 uzun_hawar] Lê roja dawîn, berî ko em, tevî çar-pênc alemanên navsere û alîm ko ketibûn pey çîrokên Tewratê û hatibûn Babîlê û bi zimanê fransizî ko Migo pê dizanîbû, hemû kitekitên Babîlê, bi nîşandana cîh û waran, ji me re gotibûn, herin gundê nêzîk û xwarina êvarê bixwin, li ser girê Babîlê, çavê me li dîwar, qûç û avahiyên xirbe, Migo, destekî wî li ser rîha wî, ji min pirsî, [2545 uzun_hawar] Biro, aqilkêmo, aqilê te ji vê seyehata me ko ne şixulê aqilan bû, çi birî? [2546 uzun_hawar] Min tavilê bersîv nedayê, qermîtekî sor ê şewitî yê xirbeyan di destê min de, min li tîrêjên ko di nav toz û gemara gir û avahiyan re li pişta dîwarên hilweşiyayî dixistin, dinihêrî. [2547 uzun_hawar] Li hinekî dûrî me jî ava çêm bi tîrêjên tava zivistanê diçirûsî û zilikên li ber devê avê bi bayekî sivik diliviyan û pelên zilikên xwe li ava çirûsî dixistin. [2548 uzun_hawar] Çend teyrên başoke yên tiral, bi qîjeqîj di ser avê re û li ser serê me difiriyan, marîjok di nav keviran re çiv didan û kuliyên ko bi qasî tiliyekê mezin bûn, ji kevirekî ko bi tîna tavê û toza hezaran salan qulipîbû ser rengekî boz, dipekiyan ser kevirekî din. [2549 uzun_hawar] Ro diçû ava û dinya aram bû, mîna ko ew felaketên însanî ko car bi car qewimîbûn, li van deran nehatibin pê. [2550 uzun_hawar] Mîna ko ew bi tenê çîrok bûn, ne dengek, ne jî pêjnek, mîna ko her tişt, bi temamî her tişt li pey mabe, hawîrdor ewçend sakîn, zelal û bedew bû. [2551 uzun_hawar] Migo, Xwedê ji te, ji bavê te û heft bav û bavikên te razî be, min piştî kêliyekê gotê. [2552 uzun_hawar] Bav û kalên me gotine, bipirse û netirse. [2553 uzun_hawar] Me jî pirs kir û bêtirs em ketin riyan û heta van deran hatin. [2554 uzun_hawar] Heke em nehatina, niha me dê ji kû bizanibûya ka rengê vî qermîtê destê min çi ye, çima ev teyrên başoke ko ez bawer im, ji hezar salan û vir ve her û her li asimanên welatê Babîlê ne û kuliyên reş ko di Tewratê de qala wan dibe, perçeyên heyata Babîlê ne. [2555 uzun_hawar] Biro, dev ji van gotinan berde, Migo qermîtê destê min wergirt û li min vegerand, tu dîsan bi mebesta hin tiştan van gotinên şaşo-maşo dibêjî... Bibêje ka tu çi dibêjî. [2556 uzun_hawar] Mebesta min, deng in, bavê mino, deng... dengê qermîtê, dengê başoke û kuliyan, mar û marîjokan, toz û xweliyan, kavil û xirbeyan... deng û zimanên Qûleya Babîlê, girên bêhejmar ên welatê aşûran, dengê saz û zilikên li ber devê ava Firatê, dengê şêr û pilingên keldanan... dengê şûr û mirtalên li ser bircên bajarê Babîlê, dengê şewat û hilweşîna qesr û qonaxên bajêr... Xwedê ji te razî be, Migo, te ez gîhandim van dengan... Em ji vê gera xwe çi hîn bûn? [2557 uzun_hawar] Em ê çi hîn bibin? [2558 uzun_hawar] Hê jê re wext divê Migo, hê zû ye... ew ê mîna tovê di dil û ruhê me de bikemilin, hêşîn werin, zîl bidin û paşê em ê bibêjin ka ev deng çi ne, yên kê ne, çi dibêjin û çêla çi dikin... Helbet mîna ders û tecrubeyan... û heye ko mîna gotinên stranekê... [2559 uzun_hawar] Dengê strana Dîcleyê bêguman bêyî dengê çemê Fîratê, cêwiya Dîcleyê, nayê bihîstin. [2560 uzun_hawar] Herdu çem, herdu deng hevûdu temam dikin û jê dengekî tînin pê; dengê qedera Mezopotamyayê. [2561 uzun_hawar] Mezopotamya me ez Rehên min av û çem Heyata min pevçûn, mijarên min xwîn Lê zimanê min bedewî, gotina min ebedî [2562 uzun_hawar] Hertim, ji gotina her şaîr û waqanûserî bêtir Wextek li ser lêvên Gilgameş, li qiraxên çemê qedîm Di heşê Nemrûd Di ruhê Yûnis Di dilê Brahîm de, li welatê tofanê Vekin rûpelên kitabên miqedes Vekin deriyên ruh û dilê xelkê Li wan deran im ez Olana min li wir [2563 uzun_hawar] Guh bidin min Guh bidin axa min a bi tav û felaketê şewitî Tov, zayîn, geşî, xweşî, arzû, evîn, hemû ez Agir, şewat, hilweşîn, kirêtî, nefret, dijminahî hemû ez Hemû di reh û rêçen min de, hemû di kûrahiyên axa şewitî de Her tişt bi min dest pê dike, bi min vedimire [2564 uzun_hawar] Roj hebû, hesreta min dilopeke baran Rojeke hûnik, dengekî gur, awazeke zelal Simbilên şox ên genim, ce, garis Hesreta min dilopeke av li ser pelên darên tû Darên palmiye, darên xurme bê ba, bê deng Giya naçirûsin di nav kavilan de Quling naxwînin, legleg bê hêlîn Şev reş, roj cûn Guh bidin qîrîna axa şewitî Qîrîn, şewat mîna şûrê mirinê li ser sînga min daçiqî Hemû rim, misas, şûr, xencer û tîr jengîn Hemû di dilê min de Û ez bêdeng, bêtirbe, bêkêl Ka bexçeyên Semîramîs, baxên Sanherîb Qesrên Sargon, kolanên Sardanapal, bircên Nabopolasar Ka havîngehên Nabûkadnezar Ka çem û bendên Îskender [2565 uzun_hawar] Guh bidin axîna Firatê, hawara Dîcleyê Ez, axîn im ez, hawar, hawar Deng im ez, ji dewr û dewranan Olan im ez, ji kavil û xirbeyan Hêrsa axê, tola xwînê Hukmê wextê, fermana heyamê Navên do û îro me ez Li welatê çiyan Li welatê çolê û li welatê çeman Bi kilama dengbêjan her û her dijî... [2566 uzun_hawar] Dengê min, yanî dengê Biroyê birîndar, xwediyê kevirê teyrê tawis û mêvanê kavilên Nînova, Aşûr û Babîlê, îşev jî, dîsan bi we re ye. [2567 uzun_hawar] Êvareke nû, şeveke nû, şevbuhêrkeke nû. [2568 uzun_hawar] Şevbuhêrka çendan? [2569 uzun_hawar] Ji şevbuhêrka me ya dawîn û vir ve çend şev bihurîn? [2570 uzun_hawar] Çend roj hatin û çûn? [2571 uzun_hawar] Çend darên bihîfan kulîlkên xwe yên gewher bişkovandin, çend darên hinaran bi kulîlkên xwe yên çik î sor xwe xemilandin? [2572 uzun_hawar] Dilê çend bêrîvanan bi çilka evînê hate hingavtin? [2573 uzun_hawar] Çend ciwanmêran ji bo çavên kilkirî, porê gulîkirî û bejna rihan stran û dîlan li hev anîn? [2574 uzun_hawar] De bêjin min, xortên çeleng, bêjin min ka ji şeva me ya dawîn û vir ve dil ji bo çi hildavêtine, ruh çi bihîstine, mêjî bîr bi çi birine... Hûn çi dikin, çi dijîn, çi dibêjin? [2575 uzun_hawar] Serê Cizîra Botan a xopan îro li ser çi balîfê ye? [2576 uzun_hawar] Xortên îro, de bêjin vî kalemêrê do ko êdî li ser riya çûyinê ye û gaveke din nêzîkî li xewa ebedî kiriye, ka îro çi ye, çawan e... Evîna îro çi ye, çawan e? [2577 uzun_hawar] Dîsan êvar e, dîsan dinyaya westiyayî xwe xilmaş dike, dîsan ew ê bikeve xeweke kûr da ko dîsan di sibeheke zû ya ronî de, zînde û vejiyayî hişyar be. [2578 uzun_hawar] Hûn, guhdarên dengê min ko çêla wextekî çûyî dike, hûn, xortên heyama nû, niha, çaxa hawîrdor, her tişt xwe dispêre xewê, dîsan guh bidin dengan; guh bidin axîna bayê çiyayê Cûdiyê, dengê bilûra şivanên ko pezên xwe ji bo hevşiyê hingûran mexel kirine, dengê dengbêjên ko gotinên evîna germ û xort ko li qiraxên çemê Dîcleyê û li ser zozanên çiyayên Zagrosê têne pê, li hev tînin. [2579 uzun_hawar] Çaxa dinya dikeve xew, çirûsk li asimanan vêdikevin, stêr bi sûzenî dixemilin û aramiyeke kûr ava çêm vedigire, hingê hûn hişyar bin, xortên qedirgir, hişyar bin û li dengan, li kitekitên dengan guhdarî bikin; di nav axîna bayê êvarê de îlahî, lavij û duayên tarîxeke kevnar a xwîntijî hene; di nav dengê bilûra şivanan de nefesa serpêhatiyên do yên kesertijî hene; di nav gotina dengbêjên îro de, bihîstiyariyên evînên do yên windabûyî hene. [2580 uzun_hawar] Êvar tê, şev tê, şevbuhêrk tê. [2581 uzun_hawar] Ho xortên bîrbir, deriyên dilê xwe yên êvarê vekin, her celeb sistî, sûzenî û endîşeyê bidin alî û xwe bi dengan re bikin yek, bibin hevalbendên dengan, – dengên ko ji hevrêşim nermtir, ji şûr tûjtir, ji şîr şêrîntir, ji avê zelaltir, ji agir germtir in. [2582 uzun_hawar] Yanî dengê ba, bilûr, dengbêj, evîn û serpêhatiyên însanî. [2583 uzun_hawar] Yanî dengê min ko hema çi bigire, însan dikare bibêje, yekîtiya hemû van dengan e. [2584 uzun_hawar] Yanî dengê ko di roj û heyamên borî de hertim li pey xweserî û azadiyê bû. [2585 uzun_hawar] Azadî; gotineke gelekî dijwar û tijî tehlûke, gotineke nenas û xerîb. [2586 uzun_hawar] Ma ji bilî kesên mîna min û we, mîna Mam Sefo û Apê Xelef, mîna ew hemû kesên bêgav ên jibîrbûyî, kî ji gotina azadiyê hez dike? [2587 uzun_hawar] Nemaze di Mezopotamya xwînrêj û kambax a jêrîn û jorîn de, – ko qulipiye ser gorekê ko azadî tê de binax bûye, li ber dilê kê azadî û gotina azadiyê ezîz e? [2588 uzun_hawar] We jî bêguman hay jê heye; gotina azadiyê hesteke xurt li nik hewcedarên azadiyê ko lê xeyal dikin û xofeke kûr li nik têkbirên azadiyê ko pê qirfên xwe dikin, tîne pê. [2589 uzun_hawar] Azadî, ji bîr mekin, hertim azadî, li hember herikîna wextê, kesp û kospên heyamê, zor û zulma çerxa felekê, tevî her tiştî azadî; azadî, hûn bi tena serê xwe jî bimînin, di dawiyê de mirin û kuştin jî hebe, dîsan azadî. [2590 uzun_hawar] Azadî, çûyin û dîtin e; keşfkirin û nûkirin e. [2591 uzun_hawar] Gava hesteke xurt kete dilê we, arzûyeke bêpayan ruhê we vegirt û we xwe li tixûbên diyar û nediyar qeliband û mîna ko ew hîç nîn in, we ew gav kirin, hingê hûn gaveke din nêzîkî azadiyê ne. [2592 uzun_hawar] Hingê hûn ê pê bihesin ko bayê nerm ê azadiyê por, rû û bedena we difirkîne û dengê strana azadiyê, ne mîna marşeke eskerî ya osmanî û farisan ne jî mîna qîrîneke beredayî ya berdevkên axa û şêxên kurdan, lê mîna lorîneke pîrejinan, li ber guhê we dinihêje. [2593 uzun_hawar] Mebesta min bi gotina azadiye ev e; ez û Migo ko ne bi tenê hezkar, lê tiredînên azadiyê bûn, me tixûb dabûn bin lingên xwe, ew gav kiribûn û gaveke din nêzîkî li azadiyê kiribû, bi dû re jî, dîsan di ser tixûban re, em vegeriyabûn welatê bav û kalan, ko çend sal bi dû hatina me re daxwaza azadiyê tê de bû bingor, belê em vegeriyabûn wî mekanê qedîm ko em niha jî lê ne û tû û mewîjê wî dixwin, ava wî vedixwin. [2594 uzun_hawar] Niha, îşev, hûn ê li vegera me, bûyerên piştî gera azadiyê guhdarî bikin. [2595 uzun_hawar] Niha dîsan wextê gotinê ye; herwekî ko tîrêjên ronî yên spêdê zikê ava tarî ya çemê Dîcleyê diqelişîne û dirêjî kûrahiyên avê dike û avê diqulipîne ser kahniya ronahiyê, gotina vê şevbuhêrkê jî dê welê tariya şevê, bi dengên serpêhatiyan, biqulipîne kahniya dengên qederên însanî. [2596 uzun_hawar] Gotin ê hawîrdor vegire, kelam ê hukim li wextê bike, heyat ê vejê û do dê li îro zêde be. [2597 uzun_hawar] Eve, arzûya min e. [2598 uzun_hawar] Yanî gotin, bi tenê gotin, gotina serpêhatiyan, qederan, hîsan, dengan... Xwîn germ dibe, reh diguvişin, mêjî dide pey wextên bihurî û dil li dengên windabûyî digere. [2599 uzun_hawar] Û şevbuhêrk dibin ders, dibin tecrube, dibin guharê guhê we. [2600 uzun_hawar] Dengên windabûyî yên do, pêr; yên salên bihurî, yên sedsalên çûyî. [2601 uzun_hawar] Hemû di mêjî û dil de li nik hev, li hev siwarbûyî. [2602 uzun_hawar] Dengek ji heyama me ya nû, berî niha bi salek-du salan, dengekî din ji zaroktiya min, yekî din ji dewrên berî niha bi çend sed salan, yekî din ji Babîl û Nînovayê, yek jî ji dema Nebî Nûh û Cûdiyê. [2603 uzun_hawar] Yek tê dinyê, yek dimire, yek di şahiyê de ye, yek di şînê de, li milekî keser û jan, li milekî şadî û kêfxweşî, rojekê kêf û henek, dotira rojê axîn û nalîn. [2604 uzun_hawar] Û dîsan û careke din... Di bîr û heş de hemû bi hev re, hemû dengên do jî, yên îro jî li nik hev, lê belê çaxa ew tên ser zimên, divê ew ji hevûdu veqetin, li gora rêzeke têkûz, pergaleke diyar bêne gotin, yek bi yek, kite bi kite li hev werin, mîna rengên neqaşekî bi hev re neqşekê bînin pê. [2605 uzun_hawar] Bîr û heş divê carina bi leza birûskê here dewr û dewranên herî kevn, carina jî bi gavên giran ên kûsiyekî di kolanên teng ên Cizîrê re, ber bi Cûdiyê derkeve seyranekê, carina tevî stranekê hilkişe gopikên çiyayên doralî, carina bi nefeseke dirêj noqî binî ava çemê Dîcleyê bibe. [2606 uzun_hawar] Xwediyê bîr û heş, yanî dengbêj, yanî guhdar divê hem di nav dewr û dewranan de bin, hem jî li derveyî wan bin, hem bi Cûdiyê re bin, hem jî bibin Cûdî, hem bi Dîcleyê re bin, hem jî bibin dengê strana Dîcleyê, hem bi tarîxê re bin, hem jî bibin tarîx. [2607 uzun_hawar] Bîr û heş, lê ne bi tenê bîr û heş, herweha dil û ruh jî divê bi gotinê bawer be; bi ava çemê Dîcleyê, bi kevirê çiyayê Cûdiyê, bi pelê dara tûyê, bi tîrêjên tava Nînovayê, bi dilopa barana biharê, bi rondika çavê pîrejinekê, bi dilopa xwîdana cotkarekî û bi dengê misoger ê tarîxê bawer be. [2608 uzun_hawar] Dengbêj divê bi axîna birîndarekî bawer be. [2609 uzun_hawar] Çîrokbêj divê bi nêrîna şikestî ya bêgavekî bawer be. [2610 uzun_hawar] Guhdar divê bi gotina edebî ya hûnandî bawer be. [2611 uzun_hawar] Wext ê winda bibe, mîna vê qendîla ko li dîwêr ronahî direşîne ser odê, hêdî hêdî, vemire. [2612 uzun_hawar] Lê dengên têvel ên wextan, ji zozan û çiyan, ji dahl û daristanan, ji gund û bajaran, ji çem û giravan, ê werin û odeya me ya neçar tijî bikin. [2613 uzun_hawar] Her tişt ê winda bibe û here, bi tenê deng ê bimînin, ez ê bimînim û hûn, dil û ruhê heyamên nû dê bimînin. [2614 uzun_hawar] Ez ê bang li dengan bikim û ew ê ji tariya şevê, yek bi yek werin şevbuhêrka me ko wext, dewr û dewran li pey xwe hiştiye. [2615 uzun_hawar] Şixulê min ko min dil heye, sibêro bibe şixulê we, bi tenê eve ye; bang li dengan kirin, wan li hev anîn û wan bi rêk û pêkî veguheztin. [2616 uzun_hawar] Bi tenê eve... ji bilî vê yekê ez bi kêrî çu tiştî nehatim û nema têm jî. [2617 uzun_hawar] Berî niha bi kêliyekê, berî ko hûn werin, piştî ko birînên min derman bûn, min xwe da hev, kevirê xwe yê ezîz ê teyrê tawis xiste stûyê xwe, min rahişt herdu gopalan û derketim der, ber derî. [2618 uzun_hawar] Min dil hebû ko ez heta ber devê çêm biçûma, lê min nikarîbû. [2619 uzun_hawar] Ji lewre ez li ber derî, ji taqetê ketî, hûnikahiya bayekî sivik li ser rûye min, li piyan sekinîm û min li hawîrdor nihêrî. [2620 uzun_hawar] Ji axê bîhna biharê, tebiyeta nûvejiyayî dihat, hêşinahiyeke boş dinya vegirtibû, dar xemilîbûn, pelên darên bêhejmar ên tûyê ko min ewçend hez dikirin, mîna bûkeke xama û bedew xwe dilivandin, nêrgiz û sosinan serî hildabûn, lalezarên rengîn ji qiraxên çêm dirêjî lingên çiyan dikirin, binevşên sor di sînga axê de golên sor anîbûn pê. [2621 uzun_hawar] Ava Dîcleyê ya gur bi xuşînî, bi leylanên tîrêjên tava helesor çirûsî, diherikî. [2622 uzun_hawar] Cizîr, bajarê kevnare yê çemê Dîcleyê, bajarê ko bûye qedera me, li milê jor, bi qasî qonaxek, du qonaxan ji min bi dûr, mîna her carê ko ji pênc hezar salan û vir ve hertim dubare dibû, bi dengên rojane, rojeke din a heyata ebedî bi dawî danî. [2623 uzun_hawar] Keleha bajêr, qesra Mîr, Birca Belek, bax û bexçeyên Mîr li kêleka çêm ko li wir çiv dida, mîna zarokekî stûxwar ko bav û diya xwe winda kiriye, dixuyan. [2624 uzun_hawar] Li pey wan pira Dîcleyê ko herdu qiraxên çêm bi kemberên fireh û mezin digîhandin hev, mîna kevanekî vekişiyayî yê wextên aşûr û medan dixuya. [2625 uzun_hawar] Ji bilî çend ewrên spî ko li dûr, li doraliyên çiyan mîna pîneyekê rawestiyabûn, li asiman çu tevger nîn bû. [2626 uzun_hawar] Asiman ko bi rengê tava ko êdî diçû ava, qulipîbû ser mehfûreke sor a welatê Kirmanşahê, mîna ko wê jî hay ji şevbuhêrka me hebe, haziriya êvarê dikir. [2627 uzun_hawar] Ji doralî deng dihatin, tevî ko min nikarîbû ew ji hev bianîna der, dengên têkel ên bajarê ko dest bi êvareke nû dikir, digihîştin min. [2628 uzun_hawar] Ji bajêr, ji kêleka çêm, ji dahlên li ber qûntarên çiyan. [2629 uzun_hawar] Deng, bîr û heş, Dîcle, Cizîr, salên ko li Cizîrê bihurîn... Û niha. [2630 uzun_hawar] Piştî umrekî peregende û şerpeze, heyateke derketî li vî welatî, li wî welatî, dîsan veger, dîsan bajarê lîstikên zaroktiyê, evînên destpêkê, gotinên xeşîm ên xortaniyê... Çemê min ê wan rojan, bajarê min ê wan salan... Li ber derî, nefesçikiyayî, xemgîr, birîndar û westiyayî, min dil kir ko ez jî, mîna wan teyrên ko di ser serê min re, ber bi zozanan difiriyan, bifirim û herim wan rojan, wan salan. [2631 uzun_hawar] Danê êvara îro ko yek ji danê êvarên min ên bihejmar ên vê heyata kambax in, heta heye ko danê êvara dawîn be, ji bo min çi îfade dike? [2632 uzun_hawar] Hema çi bigire çu tiştî; ez ne beg û paşa me ko hesabên rojên bê bikim û ne jî xwedî mal, milk û zarok im ko mîratekê bihêlim salên bê. [2633 uzun_hawar] Însanekî çavekî wî bi derba şûrê xwînrêjan kor, bêkes, tenê, sêwî, mirazqurmiçî, diranketî, rîberdayî, piştxûz û di ser de jî bi destê hevalekî xwe birîndar, birîndarekî li ber mirinê. [2634 uzun_hawar] Eve, ez im; eve, kurtebiriya umrê min e. [2635 uzun_hawar] Ez; heyatek ko ne îro, lê di do de maye, umrek ko ne îro, lê ji do ve xelas bûye. [2636 uzun_hawar] Niha, em vegerin ser heyata do, guhdarên bisebir ên îro, êvar tê û em dakevin kûrahiyên do û dengên xwe yên ezîz hişyar bikin, êvara tijî xem û xeyal bi qendîla gotinê ronî bikin, ronahiya qendîla gotinê bi ronahiya stêran ve bikin yek, perda tarî ya şevê ji xwe, ji gotina xwe, ji hawîrdor bi dûr xînin, xêrhatinî li geş û heyecana biharê bikin, sar û seqema zivistanê ko ez ê careke din nema bibînim û bijîm, bi germahiya gotinê, bi temamî têk bibin, xwe bigihînin bedenên nazik ko li hêviya hembêz, dest û tiliyên dilsoz û hurmetkar bûn, hinarikên nûbişkovî ko li hêviya ramûsaneke germ bûn, çavên evîndar ko li hêviya germahiya evînê û çilka merhametê bûn û xwe bigihînin nik wan însanên ko bêgav û bêçare mabûn. [2637 uzun_hawar] Em taceke narîn ko ji kulîlkên spi yên behîvan hatiye pê, deynin ser serê delaliyên xwe yên narîn, desteyeke gulên mihemedî deynin ber kêlên gorên însanên ketî û straneke geh geş, geh zîz bavêjin ser Dîcleya xopan ko hertim şahidî li her tiştî, her bûyerê dike. [2638 uzun_hawar] Gelî xortan, zû kin, tasa min a zîvîn a avê tijî av û kodika min a darî a mewîjê tijî mewîj bikin û deynin kêleka min, çend cixare ji titûna Xursê bipêçin û tevî xwelîdankekê deynin ber min. [2639 uzun_hawar] Teyfikeke hêjîrên hişk ên çiyayê Şingalê jî ji bîr mekin, herwekî bav û kalan gotiye, hejîrên Çiyayê Şingalê bênavik in, xurmeyên Bexdayê bêdendik in... Xurmeyên Bexdayê ko min û Migo xwarin û min di şevbuhêrka çûyî de qalê kirin, hejîrên Şingalê ko min di zaroktiya xwe de dixwarin, anîn bîra min. [2640 uzun_hawar] Ez dixwazim îşev bibim zarok, kalê birînxedar ko hertim zarok bû, dîsan dixwaze li zaroktiya xwe vegere û îşev hejîrên wextên xwe yên zaroktiyê jî dixwaze... [2641 uzun_hawar] De zûkin, ez pê dihesim, ko axa reş a abadîn ko hertim li pey herkesî, her celeb xebat û lebatê, her texlîd qîreqîr û xirecirê, dimîne, hertim bi mêvanperweriyeke bêpayan hembêza xwe ji herkesî re vedike, axa pîroz ko ez jê hatime û hertim qalê dikim, hembêza xwe ya pîroz û aram îcar ji bo min vekiriye û bangî min dike. [2642 uzun_hawar] Dengê bajarê Cîzîrê, dengê Armê û Gulîzerê, dengê Mam Sefo di vegera me de, êdî ne mîna berê bi aheng û bi olan bû, ji bervajiyê deng zîz, sext û sûzen bûn, heta însan dikare bibêje ko deng ketibûn nav kûrahiya bêdengiyê. [2643 uzun_hawar] Mîna niha tê bîra min, gava em gihîştin Cizîrê, êdî payîz bû û rojeke aram, zelal û bedew a payîzê diçû ava. [2644 uzun_hawar] Mîna îro, roja vegera me jî ava Dîcleyê dibiriqî û hîsên geş ên aramî û kêfxweşiyê dida însên. [2645 uzun_hawar] Herçî asiman bû, bi zelalî û spehîtiya xwe, mîna topeke nûrê, tîrêjên xwe yên ronî direşandin. [2646 uzun_hawar] Li dûr, li ber qûntarên çiyan, gir, dar û dahl di nav mijekê de bûn, lê belê mij mîna tûlekî tenik ê hevrêşimî dixuya, tûlekî nazik ko keçên xama yên hez û evînê xwe pê dipêçin. [2647 uzun_hawar] Mijê bi rengekî boz ê qurşûnî perde perde, geh ber bi jor, geh ber bi jêr, dar û dahl, kevir û zinar dipêçan. [2648 uzun_hawar] Li ser wan hespên me yên wefakar ko me li Mûsilê ji wan dostên wefakar ên keldanan deyn kiribûn, tevî kerwanek tirkmenên elewî ko mal biribûn Basrayê, nik erebên şiî û ji wir vedigeriyan welatê xwe, Anatoliya Navîn, bîr û heşê me bi dîmenên Laliş, Mûsil, Nînova, Aşûr, Bexda, Babîl, Firat û Dîcleyê ve tijî, dilê me bi heyecana vegerê keldayî, di kêleka çemê Dîcleyê re, ko me hew diwêrîbû, em tê re derbas bûna, li ser lêvên min gotinên straneke tewş a coş û heyecanê, em ketin bajarê Cizirê. [2649 uzun_hawar] Min bi çavê xwe yê sax, bi hizir û dîqet, tevî Migo, di pêşiya kerwên de, li doralî fekir. [2650 uzun_hawar] Bajar li ber me bû; xaniyên nizm ko bi kevirên volkanîk ên çiyayê Cûdiyê lêbûbûn, mîna neferên ordiyeke şikestî, peregende û stûxwar dixuyan; çem di kêleka bajêr re, li herdu milên wî darên tû, çinar, bî û spîndar, mîna marekî ko li nêçîra xwe dipiçike, welê bi fetloke diherikî, minareyên dirêj ên mizgeftan ko bi kevirên reş lêbûbûn, ber bi asimên bilind dibûn, keleh û qesir li ser girê kêleka çêm, mîna nikulê qertelekî, xwe dirêjî avê dikir, çiya, zinar, kendal li milê çepê bajêr bêtevger, sakîn, lê mîna ko ew li hêviya tevgerekê bin, maxrûr radiwestîn. [2651 uzun_hawar] Bergeheke têkuz ko hîç tiştekî wê ne kêm bû, mîna neqşên têkel ko bi hev re xalîçeyekê tînin pê, li ber me raxistî bû. [2652 uzun_hawar] Gava bergeha tekûz, bi reng û şêweyên xwe yên têkel, li ber min rabû govendê, hingê ne bi tenê dilê min bi heyecan hilavêt, herweha çavê min ê kor jî dîsan êşiya. [2653 uzun_hawar] Her cara ko êş dikete çavê min ê kor, min bîr dibir ko hingê daxwaz û arzûyên nû yan jî hîs û bihîstiyariyên nû, nasîn û pêwendiyên nû yan jî bûyer û serpêhatiyên nû li rê bûn. [2654 uzun_hawar] Carina yên baş, çê û dilşa, carina yên nebaş, kirêt û felaketan. [2655 uzun_hawar] Ez niha »carina çê, carina neçê« dibejim, lê belê piraniya caran, hema çi bigire hemû caran, ên neçê diqewimîn. [2656 uzun_hawar] Di heyateke bêgav û bindest de kengî bûyerên çê diqewimin? [2657 uzun_hawar] Lê îcar, di vegera me de, min ê çi bidîta, çi dê biqewimiya? [2658 uzun_hawar] Danê êvarê yê wê roja payîzê ko ewçend aram û zelal bû, bergeha bedew a wê rojê ko ewçend delal bû, bi tenê hîsên germ ên sikûnet, aştî û hizûrê didan însên. [2659 uzun_hawar] Em ji deverên ko bi hezaran salan ji sikûnet, aşti û hizûrê bi dûr bûn û bi tofanên mezin ên însanî hilweşiyabûn, dihatin û bi rastî jî me hewcedarî bi sikûnet, aştî û hizûrê hebû. [2660 uzun_hawar] Çaxa kerwan ber bi xana bajêr a taxa Medresa Sor ko bi xanên bajarên Musil û Bexdayê dişibiya çû, me ji tirkmenên nefsbiçûk û dilsoz xatir xwest û em raste rast çûn malê, mala Migo wan, mala Mam Sefo, Armê û diya wê, mala ko min bêrî lê kiribû û hema çi bigire êdî mala min bû jî. [2661 uzun_hawar] Haya kesî ji hatina me nîn bû, heye ko wan em ji bîr jî kiribûn, herwekî ko keldanan gotibû, gava çav çavan nebîne, çav çavan ji bîr dike... Berî ko em bigihên malê, li ber dîwarên der ên hewşa fireh a malê, em ji hespan peya bûn û hefsarên hespan di destê me de, bi hêdîka em daketin hewşê. [2662 uzun_hawar] Hem ji qata jêr, ji aliyê mitbexê, hem ji qata jor, ji du jûran ronahiya çireyên pêxistî dixuyan û ji banê xênî, ji dûkêşê dûman bilind dibû. [2663 uzun_hawar] Malê jî, mîna bajêr, haziriya êvarê dikir. [2664 uzun_hawar] Piştî ko me hesp li bexçe girêdan, mîna dizên şevê, bêdeng, em ketin hundir, milê mitbaxê. [2665 uzun_hawar] Ji hemû malê bîhneke xweş û germ a xwarin, şîv û biharatan difûriya. [2666 uzun_hawar] Sê qewraş li mitbaxê bi haziriyên êvarê, şîv û xwarinê mijûl bûn. [2667 uzun_hawar] Gava çavê wan bi me ket, pêşî ew veciniqîn, paşê jî, çaxa wan em nasîn, qîrîniyek ko ez bawer im, ji kêfxweşî û heyretê dihate pê, bi wan ket. [2668 uzun_hawar] Bi qîrîna wan an jî em bibêjin, bi hatina me, sikûneta malê ko perçeyekî sikûneta danê êvarê yê bajêr bû, yekcar têk çû û teşqeleyeke biçûk û xweşik bi malê ket. [2669 uzun_hawar] Keyayê rîhspî û kal ê Mam Sefo ko ermenekî welatê Wanê bû û hingê li malê dima, qewraşên din ên malê jî hatin mitbaxê, lê herçî Mam Sefo, Armê û diya wê bûn, ew nedixuyan. [2670 uzun_hawar] Min bi dengekî nizm ji qewraşekê pirsî ka ew li kû bûn. [2671 uzun_hawar] Mamo ne li malê ye, qewraş gote min û mîna ko min tiştekî nexweş pê kiribe, bi awireke tûj li min fekir û domand, herçî diya Armê û Migo ye, ew gelekî nexweş e. [2672 uzun_hawar] Û ez bêjim te, herçî Armê ye, ew ji te xeyidî ye, ez bawer im, ji lewre ew danakeve jêr. [2673 uzun_hawar] Min dengê xwe nekir, mesele diyar bû. [2674 uzun_hawar] Lê gava Migo bihîst ko diya wî gelekî nexweş e, tafilê, bi axîneke kûr û bi gavên welê sivik ko kesî jê nedipa, ew hilkişiya jor, qata diduyan, nik diya xwe. [2675 uzun_hawar] Em gihîştibûn Cizîrê, êdî çu lez û beza min nîn bû, min hêdîka girêka sist a doxîna xwe şidand, pişta min li keçan, gunikên xwe hinekî mist dan, li mitbaxê li ser sedirê kêleka pencerê rûniştim û min hem li keçên xama ko mîna simoreyekê bi çapikî di mitbaxê de dipengizîn nihêrî û hem jî xwarinên ko wan peyderpey di nav teyfikên biçûk de danîn ber min, mîna ko ez ji xelayê derketibim, avêtin devê xwe. [2676 uzun_hawar] Hal, xatir, pirs, gotin li pey hev dihatin. [2677 uzun_hawar] Keya û keçan her tişt meraq dikirin û gotin ji devê hev direvandin. [2678 uzun_hawar] Min jî bi kêf û henek, bêyî ko ez bilezînim, bersîva wan dida. [2679 uzun_hawar] Rêwîtiya li ser hespê ko ji Mûsilê heta Cizîrê hatibû pê, ez ji hev xistibûm; pişta min, stûyê min bûbû mîna minareya mizgefta Nebî Nûh yê qehîm, min nikaribû ew bilivandina. [2680 uzun_hawar] Hêt, qorik û qarçika min welê jan dikir ko qûna min li ser doşega nermik a sedirê jî nedihewiya. [2681 uzun_hawar] Herçî lingên min ên dirêj ko hertim di nav zengoyan de bûn, bûbûn mîna misas. [2682 uzun_hawar] Min ji dîlberên simore ko li min dinihêrîn û bi şermokî dikeniyan, tika kir ko ew legenekê tijî ava germ bikin û bînin da ko ez lingên xwe têximê û – heke cenabê wan jî dil bike – qahweyekê bidin min... [2683 uzun_hawar] Piştî çendekê, ez nizanim ka çiqas, Migo bi rûyekî mirûz û xemgîn dakete jêr, serê wî li ber wî, bi gavên giran, hate nik min û bêyî ko li min feke, gote min, [2684 uzun_hawar] Dadê te dixwaze. [2685 uzun_hawar] Bi hatina Migo her tişt rawesta, gotin, henek, xwarin, cilweyên keçan, her tişt. [2686 uzun_hawar] Min bêdeng lingên xwe ko hinekî nerm bûbûn, ji avê derxistin, ew zuha kirin, ji cîhê xwe rabûm, min cil û bergên xwe hinekî dan hev, mîna Migo, bêyî ko ez tiştekî bibêjim, tevî Migo, bi gavên giran, xwasî, hilkişiyam jor, warê terbiya dil û ruhê min. [2687 uzun_hawar] Çaxa çavê qerweşa ko li ber deriyê Senemxanê rawestiyabû, bi me ket, wê tiliya xwe bir ber pozê xwe û xwest ko em bêdeng bin. [2688 uzun_hawar] Em, Migo li pêşî, ez li pey wî, ketin hundir, mezelê diya Migo û Armê ko jê bîhneke giran a derman û ritûbetê dihat. [2689 uzun_hawar] Mezela bêhewa loş bû, li kêleka textê razanê, li herdu milan du find vêketîbûn, li ser refê kêleka text jî qendîleke ko agirê wî xwe li ba dikir, ronahiyeke zirav direşand ser textê razanê. [2690 uzun_hawar] Mayrîga qedirbilind ko çavên wê girtî bûn, mîna her carê di nav nivînên paqij ên spî de razayî bû, lê belê îcar ji her carê bêtir jar û bêhal dixuya. [2691 uzun_hawar] Li herdu milên wê jî du kes hebûn; li milê rastê, Armê, xwediya lîstikên me yên zêrzemînan ko nehatibû jêr, li kêleka diya xwe, destê Mayrîgê di destê wê de, li ser kursiyekî nizm rûniştibû. [2692 uzun_hawar] Li milê çepê jî qewraşeke qut û gulover li pê radiwestiya. [2693 uzun_hawar] Armê di binî re, bi nêrîneke zîz û sîtemkar ko hem ji xem û keserê hem ji xeyd û nazê dihate pê, bi qasî kêliyekê li me nihêrî û paşê dîsan çavê xwe ji me da alî û li diya xwe nihêrî. [2694 uzun_hawar] Fîstanekî dirêj ê tarî lê bû, rûyê wê ko gelekî bi rûyê Mayrîgê dişibiya, niha dirêjtir dixuya. [2695 uzun_hawar] Porê wê kintir, çavên wê biçûktir û stûyê wê ziravtir bû. [2696 uzun_hawar] Çaxa çavê min pê ket, germahiyekê ko min nizanîbû ka çi bû, bi ser min de hat. [2697 uzun_hawar] Ez hêdîka çûm kêleka wê û min bêdeng destê xwe dirêjî wê kir. [2698 uzun_hawar] Wê jî, bêgav, destê xwe yê rastê da min. [2699 uzun_hawar] Min bi herdu destan destê wê xiste nava kefên destê xwe û ew hinekî mist da. [2700 uzun_hawar] Gava çavên me, bi nêrîneke germ, gihîştine hev, wê bi qasî bîstekê, bi balkêşî li min nihêrî û dest bi girî kir. [2701 uzun_hawar] Rewş ne çu rewş bû, min destên xwe jê kêşandin, ez zivirîm ser diya wê û bi dengekî nerm min gotê, [2702 uzun_hawar] Mayrîg, ez hatime, Biro... [2703 uzun_hawar] Mayrîgê ko hêdîka nefes digirt û dida, bi zehmetî, çavê xwe vekir û li min nihêrî. [2704 uzun_hawar] Piştî ko wê fêm kir ka ez kî me, bi kenekî nerm, li min nihêrî. [2705 uzun_hawar] Lêvên wê jî liviyan, lê ji lêvan çu deng derneketin. [2706 uzun_hawar] Paşê çavên wê dîsan hatin girtin. [2707 uzun_hawar] Xaça wê ya spehî û Încîla Îsa Mesîh ko ez welê bawer im, di hemû heyata wê ya nexweş de mîna dermanekî sikûneta manewî bûn, dîsan li ber serê wê bûn. [2708 uzun_hawar] Mayrîg, dîsan min gotê, ez, Biro... Mozîk... [2709 uzun_hawar] Di wan salên min ên zaroktiyê de ko min hê hay ji çerxa felekê nîn bû, ji ber dînîtî û teşqeleyên min ên bêrawest, Mayrîgê ko hingê li ser piyan bû û dikarîbu bikeniya, navê mozîk ko ne ga ye, ne jî conega, lê xwe di ser hemûyan re dibîne, li min kiribû. [2710 uzun_hawar] Da ko ez bikaribim hewaya ziz a mezêl hinekî biguherînim, min dil kir, navê mozîk bi bîra wê bînim. [2711 uzun_hawar] Lê belê jê çu bersîv an tevger nehat. [2712 uzun_hawar] Dewsa wê, Migo ko êdî bi qasî bergirekî girs bû, bersîv da, [2713 uzun_hawar] Mozîk!.. Tu û mozik... mozîkê ko êdî ne bi tenê ji conegayekî herweha ji gayekî jî mezintir e!.. [2714 uzun_hawar] Bi qasî çendekê ez li mezêl, li ber serê Mayrîgê rawestam, lê paşê, hêdîka, ez ji mezêl derketim û bi gavên giran çûm kitabxanê, warê ko hertim, mîna siya min bi min re bû û rê şanî min dida. [2715 uzun_hawar] Kitabxane tarî û hewayê wê giran bû. [2716 uzun_hawar] Ez rasterast çûm û min deriyê şaneşînê vekir, hewayeke paqij ê êvaran, tevî ronahiyeke qels a stêrên qels ên destpêka êvarê rijiyan hundir. [2717 uzun_hawar] Dengê Dîcleyê û dengê bilûrekê ji nêzîk ve, dengên têkel ên bajêr ji dûr ve dihatin. [2718 uzun_hawar] Piştî ko min qendîl vêxistin, yek di destê min de, ez di nav kitabxanê de, gav bi gav çerx bûm; ref, kitab, mase, kaxiz, pênûs û kitabên li ser masê, dîwan, kursî, lewheyên dîwaran, xalîçe û mehfûrên erdê, her tişt li cîhê xwe yê berê bûn, – bêguman ji bilî wan nexşe û kitabên ko min û Migo bi xwe re birûbûn û di ava çemê Dîcleyê de gêr kiribûn. [2719 uzun_hawar] Ez çûm ber lewheya teyrê tawis û destê min li ser kevirê teyrê tawis ko li stûyê min bû, lê nihêrî. [2720 uzun_hawar] Teyrê tawis... melekê tawis... teyrê ko di destpêkê de cîhan li ser baskên xwe gerandibû... melekê ko însên ji kirêtî û xirabiyê diparast. [2721 uzun_hawar] Çiyayê Şingalê, Laliş, êzidiyên geliyê Lalişê, şêx, feqîr, qewal... hemû hatin bîra min. [2722 uzun_hawar] Kitabên Naso, Keso, Maro? [2723 uzun_hawar] Ez çûm ber refên ko ew kitab lê bûn, ew jî li ser refan, li kêleka hev rêzkirî bûn. [2724 uzun_hawar] Min rahişt kitaba Keso da ko wê rûpelê ko tê de dîmenê çêm hebû, vekim. [2725 uzun_hawar] Gava min rûpel vekir, kulîlkeke beybûnê ya hişkbûyî jê ket. [2726 uzun_hawar] Beybûna min, bi keserekê, min gote û min rahişt wê û min ew ji erdê rakir. [2727 uzun_hawar] Min beybûna ko êdî bi bîhna ax û giya nedifûriya, berî çend salan, xistibû nav wan herdu rûpelan û welê dixuya ko ji wê rojê û pê ve kesî rûyê kitêbê venekiribû. [2728 uzun_hawar] Bi ronahiya qendîlê min ji nêzîk ve, bi dîqet, careke din, li rûpelê kitabê û dîmên, çemê har, însanên tirsiyayî, keleka ko diqulipî, nihêrî. [2729 uzun_hawar] Keso, min dengê xwe bilind kir û got, Mam Keso... min jî ev dever hemû dîtin, ez jî bûm şirîkê qedera te û hevalên te, keleka me jî weha qulipî, em jî weha qîriyan... dinya bi dor e, Mam Keso, ne bi zor e. [2730 uzun_hawar] Piştî te bi qasî du hezar û sê sed-çar sed salan, ez jî çûm wan deveran û min şaşmayî dît ko ew dever her mîna xwe ne, mîna ko te ew li pey xwe hîştibûn. [2731 uzun_hawar] Min ê gotina xwe hîn jî dirêjtir bikira û ji rûpelê vekirî ya kitabê re qala rêwîtiya xwe û tecrubeyên xwe jî bikira, lê bi dengekî tîz ez li xwe warqilîm. [2732 uzun_hawar] Te kê li pey xwe hişt, belqityo, tiredîno! [2733 uzun_hawar] Armê bû. [2734 uzun_hawar] Armê, min gotê û ber bi wê ko li ber derî rawestabû, çûm, Arme, canê, tu neheq î. [2735 uzun_hawar] Ez neheq im, wê got û xwe da alî, tu biheq, ez neheq! [2736 uzun_hawar] Ev bûn çend sal ko tu weha winda bûyî û çûyî? [2737 uzun_hawar] Ez hertim li te difikirîm, min, qendîl di destê min de, li kêleka wê rawestiyam û gotê... [2738 uzun_hawar] Derew... hosteyê derewan... şixulê te jixwe hertim derew e. [2739 uzun_hawar] Na, bi serê te be, bi serê Mayrîgê be, na. [2740 uzun_hawar] Çi na? [2741 uzun_hawar] Tu dixwazî çi bibêjî, sextekar? [2742 uzun_hawar] Te çima mûyên xwe hilnekirine? [2743 uzun_hawar] Min gotê, da ko ez bikaribim meselê biguherînim û hêrsa we daxim. [2744 uzun_hawar] Mûyên pî û çîpên wê di ronahiya qendîlê de, li ser beden û laşê wê yê spî reş dikirin. [2745 uzun_hawar] Bîhneke ko bi bîhna miskê dişibiya, jê dihat. [2746 uzun_hawar] Bejna wê zirav, memikên wê biçûk, hêtên wê teng, çîpên wê sist bûn, lê tiştekî ko min jê fahm nedikir, xweşikî û bedewiyeke taybetî didayê û kela min a hez û hezkirinê radikir. [2747 uzun_hawar] Na axpara min, na... min bi ken gotê û gotina axparê ko bi zimanê ermenî dihate maneya xweşikê, lê zêde kir û ji nişka ve, bi destê xwe yê serbest min ew hembêz kir û stûyê wê yê zirav maç kir. [2748 uzun_hawar] Serserî, wê gote û xwe vekişand, çavê te yê din ê jî, ji ber van derew û lîstikên te, kor be... tu dê bibînî, tu dê ji herdu çavan jî bibî, koro! [2749 uzun_hawar] Belê, koro... [2750 uzun_hawar] Ev dengê nû jî, yê Migo bû, ew jî hatibû kitabxanê. [2751 uzun_hawar] Koro, bavo xeber şandiye, Migo domand, ew li nik Mîr e, piştî ko şixulê wî temam be, ew ê were, divê tu bi cîhekî de neçî. [2752 uzun_hawar] Paşê wî xweha xwe jî hilda û vegeriya mezelê Mayrîgê û ez dîsan li kitabxanê bi tenê mam. [2753 uzun_hawar] Ez westiyayî û sersem bûm, ji cîhanekê ko ji rêwîtî, geşt û gerê hatibû pê, dihatim û diketim nav cîhaneke nas ko ji derd, keser, nexweşî û bêgaviyên rojane dihate pê. [2754 uzun_hawar] Lê min taqet nîn bû ko ez li tiştekî bifikiriyama. [2755 uzun_hawar] Min dîwana ko li koşê bû, kêşand û anî ber maseyê, du qendîl danîn ser masê, li dîwanê pal da û peregende li rûpelên kitaba Keso û dîmenên di nav rûpelan de fekir û welê di xew re çûm. [2756 uzun_hawar] Gava ez bi dengê qert ê Mam Sefo hişyar bûm, êdî berbangê lêdabû û dinya ronî bûbû. [2757 uzun_hawar] Ez qerisîbûm, min deriyê şaneşînê vekirî hîştibû, çu tişt navêtibû ser xwe û welê di dîwana teng de, çogên min di ber zikê min de, nivîstibûm. [2758 uzun_hawar] Biro, kurê min... [2759 uzun_hawar] Mam Sefo, Migo, keyayê Mam li ber serê min rawestiyabûn û bi ken li min dinihêrîn. [2760 uzun_hawar] Dengê Mam Sefo yê toq mîna lorînekê bû; rûyê wî yê biken, rawesta wî ya maxrûr, bedena wî ya girs, simbêlên wî yên boq, zimanê wî yê şêrîn, gotinên wî yên balkêş... belê min bêrî li Mam kiribû. [2761 uzun_hawar] Min xwe da hev û ez çûm destê wî, lê wî ez hembêz kirim û ji eniya min ramûsa. [2762 uzun_hawar] Hingê ez giriyam. [2763 uzun_hawar] Piştî ko ez çûm avdestxanê, bi qasî çendeke dirêj min mîz kir û bi dû re dest û rûyê xwe şuşt, ez çûm mitbaxê, nik Mam. [2764 uzun_hawar] Taştê hazir bû, çend celeb penêr, şîr, mast, nanê germ ê sêlê, hêk, to, nivîşk, çend celeb sebzeyên teze... her tiştê ko diviya li mala Mam Sefo hebûya, li ber me bû. [2765 uzun_hawar] Mam, Migo, keya û ez, em li sifrê rûniştin. [2766 uzun_hawar] Ez gelekî birçî bûm, bi rûniştinê min mîna gurekî birçi dest bi xwarinê kir. [2767 uzun_hawar] Bixwe kurê min, Mam Sefo gote min û teyfikine tijî ber bi min kir, kurê min, eve penêrê pûngê ji deverên Hekaran e, eve penêrê sîrik ji deverên Wanê ye, bixwe... [2768 uzun_hawar] Min ji Mam Sefo hez dikir, min ji penêrên sîrik û pûngê û ji spêdên ronî yên Cizîrê hez dikir... Nefes li min çikiyayî, gepeke mezin di devê min de, biken, min li Mam Sefo nihêrî; eve însanê bejndirêj, lê ne mîna misas, ez hingê fikirîm, bejn û balxweşik, lê ne mîna şitil, ji bervajiyê xanima xwe, zînde, hem bi beden hem bi heş û mêjî, sakîn, bîrbir. [2769 uzun_hawar] Bedeneke xurt, tendirustiyeke têkûz, mil, pî û lingên ko di dahl û deviyan, di çiya û zozanan de bûne mîna pola, bihîstiyariyeke nazik, salên bajarên mezin ên welatên Rom û Frengan ko dewlemendiyeke bêpayan daye heyata wî ya rojhilat. [2770 uzun_hawar] Xwediyê kitabxana yekta ya welatê Botanê, siwarê hespên kihêl, xwediyê şûr û xencerên duban ko ji polayê nêrz çêbûbûn... Pispor, aqilmend. [2771 uzun_hawar] Comerd. [2772 uzun_hawar] Ciwanmêrekî balkêş, mîna lehengekî ko ji dewr û dewranên Babîl û Nînovayê maye... [2773 uzun_hawar] Hingê, di wê berbanga sibê de ez têgihîştim ko min Mam Sefo ne bi tenê mîna mamekî yan jî zirbavekî, lê herweha mîna tîmsala heyata xwe jî hilbijartibû. [2774 uzun_hawar] Di heyatê de, hertim, herkes hin kes û tiştan ji bo xwe û heyata xwe tîmsal hildibijêrin. [2775 uzun_hawar] Min jî ev zilamê hanê ko bi qasî maxruriya xwe, bi nefsbiçûkiya xwe, bi qasî dengê xwe yê toq û tevgerên xwe yên xurt bi ziravbihîstiyariya xwe jî nas bû, hilbijartibû. [2776 uzun_hawar] Mam Sefo ko gelekî westiyayî û bi endîşe dixuya, nû ji qesra Mîr hatibû. [2777 uzun_hawar] Me hersiyan jî dil dikir ko ew here û binive, lê ew neçû. [2778 uzun_hawar] Ewî rêwîtiya me meraq dikir û her tişt, kite bi kite dipirsî. [2779 uzun_hawar] Taştêya me ya dewlemend gihîşte nîvroyan û piştî firavînê ko me li mitbaxê xwar û keya ji bo gerandina şixuline malê çû bajêr, em jî hilkişiyan jor, kitabxanê. [2780 uzun_hawar] Bi qasî çendekê Mam çû nik xanima xwe, lê ji bilî wê, em danê êvarê jî, li kitabxanê her axivîn. [2781 uzun_hawar] Danê êvarê, çaxa tîrêjên tavê mîna mirtalan xwe dirêjî hundir kirin û li hundir huzmeyeke zêrîn anîn pê, hingê Mam Sefo bi destê min û Migo girt, em birin şaneşînê û piştî ko em li ser kursiyên nizm rûniştin, gote min û Migo, [2782 uzun_hawar] Xortno, niha li min guhdarî bikin. [2783 uzun_hawar] Hûn çûn, we gelek tişt dîtin, ders û tecrubeyên nû li umrê xwe zêde kirin û hûn vegeriyan nav refê xwe. [2784 uzun_hawar] Destûra min a heyatê ev gotina hanê ya bav û kalan e; kew qenc e, bi refê xwe re... û herçî refê me ye, ewrên reş doralî lê girtine, êvar daketiye û herwekî ko hûn jî pê dizanin, şeva tarî ji êvarê kifş e. [2785 uzun_hawar] Ne bi tenê mîrekiya Cizîra Botanê, herweha hemû welat ber bi geremoleke kûr ko dê her tiştî daqultîne û şewateke xedar ko ter û şîl tevde dê tê de bişewitin, dere. [2786 uzun_hawar] Şeva tarî, diz bi hezarî, xortino, gotina min eve ye ko hûn divê bi tevdîr bin... [2787 uzun_hawar] Piştî van gotinên ko tiştekî zêde jê fêm nedibûn, Mam Sefo bîhnek veda, agirê qelûna xwe nû kir, bi qasî bîstekê li çêm nihêrî û paşê li me, bi dîqet nihêrî û domand, [2788 uzun_hawar] Dewleta Osmanî gav bi gav dorê li mîrekiyan teng dike, paşayên Diyarbekir, Bexda, Mûsil û Sîwasê tixûbên hukimdariya xwe firehtir dikin, fesad û sîxur di nav eşîr, ehl, terîqet û navçeyên welêt de, bi dizî, digerin, pisepisê dikin, derew û fîtneyan belav dikin. [2789 uzun_hawar] Misilman, file, cihû ji hevûdu bi dûr dikevin, qise û gotinên nexweş di navbera wan de derin û tên. [2790 uzun_hawar] Û navenda van hemû tiştan jî bajarê Cizîrê û mîrekiya Cizîra Botanê ye. [2791 uzun_hawar] Bajarê Cizîrê, Mîrê Botan û mîrekiya Cizîra Botanê bûye stirî û ketiye çavê herkesî. [2792 uzun_hawar] Heke Mîr aştiyek di navbera eşîr, navçe û ehlê welêt de neaniya pê, rewşa xelkê baş nekira, ber bi yekîtiyeke têkûz gav navêta, hingê wî dê ewçend bal nekişanda... Her roj qasid û xeberguhêz derin û tên, niwênerên dewleta Osmanî, dewleta Farsî, dewletên Ewrûpî derin û tên. [2793 uzun_hawar] Em, Mîr û hevalên wî her roj dicivin û heta sibehan li ser vê çûyina kirêt dipeyivin... Rewş ne baş e, xortino, ehlê me nezan, eşîrên me hov, rêberên me yên cimetan serhişk in. [2794 uzun_hawar] Însanên me ne bi zanînê, lê bi şûr û tivingên xwe bawer dikin û şûr û tiving ko eve çendek e jengîn in, dikarin ji nû ve ji kalanan bikêşin û biteqin. [2795 uzun_hawar] Û ji bîr mekin, dengê şûr û tivingan li her derê, hertim dengê edalet, wîcdan û merhemetê dikuje. [2796 uzun_hawar] Îhtimaleke mezin e ko xwîn birêje û gava xwîn rijiya, êdî çu kes nikare rê lê bigire. [2797 uzun_hawar] Hingê daxwaza tolê ko ji hezaran salan û vir ve kahniya herî xedar a mûsîbet û felaketên hemû Mezopotamyayê ye, dê dîsan vejê. [2798 uzun_hawar] Tol ê serî hilde, însan ê ji tolê medet bipên, dîsan bi tolê bawer bin, tol ê mîna nexweşiyeke xedar hemû welêt vegire, kur ê bibe dijminê bav, xwarzî xal, birazî mam. [2799 uzun_hawar] Ji lewre xortno, divê hûn di her hal û mercê de bizanibin ka serê we li ser kîjan balîfê ye û hûn ê çi bikin û heyata xwe çawan bi rê xînin... [2800 uzun_hawar] Dengê xwarzî û biraziyan ko Mam Sefo qal dikir, min di êrîşa kambax a ordiya osmaniyan de ko li dijî keleha Seîd Begê bû, matmayî, bi hawar û olan bihîst. [2801 uzun_hawar] Herwekî ko bav û kalan gotiye, mûsîbetek ji hezar nesîhetê çetir e, min jî bi mûsîbeta vegirtina keleha Seîd Begê dît ko kîn, rik û tola axa Mezopotamyayê, belayê serê Mezopotamyayê ye û ne kesekî din lê rik û kîna însanên Mezopotamyayê însanên vî welatê mibarek têk dane û hê jî têk didin. [2802 uzun_hawar] Çîroka malbata Mîr û ehlên wî gelekî dirêj e û mîna her çîroka ko bi tenê bi xurafe û rîwayetan tê vegotin û vediguheze nifşên nû, tê de rastî û şaşî di nava hev de ne. [2803 uzun_hawar] Tê de çi rast e, çi nerast e, çi hatiye pê, çi lê zêde bûye, însan nizane. [2804 uzun_hawar] Û herweha dîsan mîna hemû çirokên ko berdevkiya hukimdaran dikin û tê de hertim valahî, sir û cîhên veşartî hene, li gora daxwaza dilê kesê li ser hukim e, tê hûnandin. [2805 uzun_hawar] Binemala Mîr gelekî kevnare û tevîhev, gelekî gumreh û mîna dareke qedîm a tûyê stûr bû, – ko çu kes nikare hemû bav û bavikên wê bihijmêre. [2806 uzun_hawar] Mil û şaxên malbatê digihîştin hemû welatên jêr û jor ên Mezopotamyayê. [2807 uzun_hawar] Herçiqasî mezinên malbatê dil bikin ko reh û rêçên xwe geh bigihînin malbata Mihemed Pêxember, geh Xalidê bîn Welîd, geh Selahedînê Eyubî jî, herkes van gotinên hanê mîna rîwayetek ji rîwayetên hûnandina çîrokeke serfiraz a neqişandî dibînin. [2808 uzun_hawar] Lê belê heke ne weha be jî, ji malbatê re »ezîzî« hatiye gotin û hema çi bigire hemû însanên malbatê, hema çi bigire hertim sofî bûne. [2809 uzun_hawar] Gerçî Mîrê ko hertim di destan de tizbiyeke dirêj hebû, bi ayet, dua, rîwayet û gotinan bawer bû û di dawiya umre xwe de, çaxa wî êdî her tişt, mîrîtî, mîrekî, welat, mal, malbat, dost, ehl winda kirin, li welatê xerîbiyê, xwe bi temamî spart ayet û duayan, di eslê xwe de, ne ewçend dîndar bû, lê ji malbatê gelekî dîndar, alîm, şêx û meleyên navdar derketine. [2810 uzun_hawar] Jixwe ji navê bav û kalên Mîr ji dîndariya malbatê diyar dibe; Şeref Xan, Mihemed Xan, Mansûr Xan, Smaîl Xan, Mistefa Xan, Evdal Xan û herweha... [2811 uzun_hawar] Li gora rîwayetên ko ji devekî veguheziyaye devekî din û ji wir jî devekî din, piştî ko bavê Mîr, Mîr Evdila wefat dike, pismamê Mîr, Seyfedîn Beg tê ser hukim, lê ew nikare şixulên mîrekiyê bi rêk û pêk bimeşîne, ji lewre jî malbat wî ji mîrîtiyê bi dûr dixîne û birayê mezin ê Mîr, Salih Beg dikeve dewsa wî. [2812 uzun_hawar] Lê ji ber ko Salih Beg ko min jî nas dikir, gelekî dîndar bû, wî jî cihê xwe da birayê xwe yê kicik Mîr Bedirxan. [2813 uzun_hawar] Lê belê tevî ko şixulên mîrekiyê weha dimeşiyan, hertim di navbera bav û bavikên malbatê de berberî û dexesî hebûn û çavê herkesî li mîrîtiyê bû. [2814 uzun_hawar] Belê, tevî ko kirasê hukimdariyê pirî caran dibe kefenekî tijî xwîn, herkes li pey wî kirasî ye û ji bo kirasê hukimdariyê berberiyeke kûr hertim di navbera mala Mîr û pismamê wî mala Seyfedîn Begê de hebû. [2815 uzun_hawar] Heke em niha vegerin ser çîroka xwe û Seîd Begê, divê hûn, berî her tiştî bi vê yekê bizanibin; Seîd Beg ko yek ji begên herî berbiçav ê welatê Cizîra Botanê bû, pismamê Mîr û xalê hevalê me Yezdînşêr bû. [2816 uzun_hawar] Ne bi tenê evçend, lê belê ji bo ko hûn bêbextî, dijminahî û kambaxiya heyata me ko bi bêgavî û peregendehî derbas bû, baş têbigihên, dive hûn vê yekê jî bizanibin; Yezdînşêr ko hevalê min, Migo, Heme û Têlî bû, kurê Seyfedîn Begê ko ji hukimdariya mîrekiya Cizîra Botanê hatibû bi dûr xistin, bû. [2817 uzun_hawar] Tevî ko bav û kalên Mîr û Seîd Begê welatê Cizîra Botanê di navbera xwe de parve kiribûn da ko şer û berberî çênebin, hertim heke şer nebe jî, berberiyeke pirî caran nevekirî hebû. [2818 uzun_hawar] Mîr û bavê Yezdînşêr Seyfedîn Beg pismamên hevûdu bûn. [2819 uzun_hawar] Yezdînşêr û kurê Mîr Têlî yê ji her-du çavan kor ko herdu jî hevalên min bûn, pismamên hevûdu bûn. [2820 uzun_hawar] Yanî xwarzan xal rakiribûn, birazan mam winda kiribûn û heyata însanan û herweha tarîxa mîrekiyekê û heye ko tarîxa welatekî jî di navbera mam û birazî, pismam û xwarziyan de ber bi felaketan gêr dibû. [2821 uzun_hawar] Min tovên vê felaketê ko ji xwestek û mirazên rind, lê ji netîce û serencamên kirêt dihate pê di êrîşa keleha Seîd Begê de dît. [2822 uzun_hawar] Min di wê gava yekemîn a felaketan de dît ko qedera me, ji vê yeka hanê pê ve ne tiştekî din e; mîna rûviyê xinis em ê jî hertim li tiriya sor a kemilî bifikiriyana, lê me dê çu carê xwe negîhanda tiriyê; me dê bi xewn, xeyal û azrûyên herî çê dest bi kar û şixul bikira, lê di netîcê de, ji bo ko me bikaribûya heyata xwe ya teres bidomanda, me dê hewl bida ko her tiştê xwe, heta xeyala xeyal û xewnên xwe yên destpekê jî, ji bîr bikira, me dê, ji ber jana tecrubeyên me û tirsa heyatê, her tişt, heta xewnên çê jî li xwe qedexe bikira. [2823 uzun_hawar] Lê belê berî ko ez gotinê bînim ser êrîşê, ez ji we re behsa bûyerek ko bêtir li vê şeva me ya ronî tê, bikim, bûyerekê ko xwediya wê we jî, min jî ji bîr kiriye; Gulîzerê. [2824 uzun_hawar] Dengê Gulîzerê ko min ji bîr kiribû, ji nû ve, sê roj bi dû hatina me re, careke din, lê îcar di destpêkê de mîna çêr û nifir, bi guhê min ket. [2825 uzun_hawar] Ji ber çûyin û hatina boş û xwarin û vexwarina xweş a mala Mam Sefo, ders û şîretên wî, dengên ko ji kitabxanê bang li min dikirin û nexweşiya diya Armê, ez bi qasî se rojan li wir mam. [2826 uzun_hawar] Lê piştî sê rojan, bêguman piştî ko ez û Migo, em çûn hemama herî xweş a bajêr ko lehîtên wê yên spî yên hundir mîna eywanekê lebûbûn û mîna kevirên firûnekê germ bûn, bi alîkariya çend qalib sabûn û telaqên hoste ko her yek mîna fêris û pêhlewanekî bi gewde bûn û bi kîsên destên xwe ne bi tenê toz û gemarê, herweha çermê însên jî radikirin, me hemû toz û kirêtiya çola Mezopotamyayê ji ten û bedenên xwe avêtin, min, di nav cil û bergên nû de, simbêlbadayî, maxrûr û qure, mîna ko min bi gera xwe ya Mezopotamyayê dinya vegirtibe, li ser lêvên min gotinên stranekê, li kêleka çêm, di bin siya darên qedîm ên çinar, çilo û tûyan re, berê xwe da mala Apê Xelef. [2827 uzun_hawar] Di wan sê rojên min de ne Apê Xelef hatibû mala Mam Sefo, ne jî Heme û Gulîzerê. [2828 uzun_hawar] Keyayê Mam gotibû min ko Apê Xelef, tevî panzdehbîst şivanan û keriyên pezên Mîr, Mam û begên Cizîrê, derketibû zozanan. [2829 uzun_hawar] Lê çima Hemeyê fistûj ko Xwedê dizanîbû ka li kû çi fesadiyê dikir, nehatibû? [2830 uzun_hawar] Gulîzera gulî reş û dirêj ko bi bejn û bala xwe êdî qulipîbu ser Stiya narîn û dilsoz a destana Memê Alan? [2831 uzun_hawar] Çima ew nehatibûn? [2832 uzun_hawar] Ne mimkun bû ko wan nebihîstibû ko em vegeriyabûn, lê heye ko wan xwe li keriyê danîbûn? [2833 uzun_hawar] Axir, her çi bûya jî, ez niha li rê bûm, heyat mîna her carê, dîsan xwe dubare dikir, ez dîsan di danekî êvarê de, li ser riya ko min bi hezaran caran gav kiribû, çavê min li ser lîstikên tîrêjên tavê ko li ser çêm diçirûsîn û ji zaroktiyê û vir ve, min hertim, lê şahidî kiribû, ber bi mala ko ez lê mezin bûbûm diçûm, – da ko min hevalên ko rûyê wan aşîna bû û ez pê re mezin bûbûm, bidîta. [2834 uzun_hawar] Gulîzerê, mîna gelek caran, dîsan li ber deriyê mala ko li kêleka çêm bû û bi lorînên çêm dikete xewan û bi vîçevîça teyran ji xewan hişyar dibû, li ser kevirê ber derî rûniştibû û di destan de teşiyek, li ser çogê jî lûfikek dirêj ko nîşan dida ko Gulîzerê ne ji bo henekî, lê ji bo şixulekî girîng, bi şixulê destê xwe rabûbû, hirî dirisand. [2835 uzun_hawar] Fîstanekî tenik ê sade û rengîn ko heta ber lingên wê daketibû, lêbû. [2836 uzun_hawar] Guliyên wê îcar nîn bûn, wê porê xwe veçirandibû û berdabû ser milan û porê ko pêl dida, li ber tîrêjên tavê bi rengekî çîkî reş, bi şox û şeng dibiriqî. [2837 uzun_hawar] Gava min şekl û şemala wê dît, ez sekinîm û bi qasî çendekê, ji dûr ve, min lê nihêrî. [2838 uzun_hawar] Germahiyek ko ez bawer im dilhebînî bû, bi ser min de hate. [2839 uzun_hawar] Gelo min ji vê keça xama û bedew ko êdî mîna porê xwe yê leylandayî şox bû û li ber vê mala neçar ko êdî jê ne bîhna tir û fisan dihate, ne jî dengê stranên şivanekî kal ê şên, rûniştibû, hez dikir? [2840 uzun_hawar] Bi dengekî berz ez kuxiyam û ber pê çûm. [2841 uzun_hawar] Hingê çavê wê bi min ket û li ser rûyê wê tevgerek ko min jê dernexist ka çi bû hate pê. [2842 uzun_hawar] Heyecan? [2843 uzun_hawar] Coş? [2844 uzun_hawar] Hêrs? [2845 uzun_hawar] Kerb? [2846 uzun_hawar] Tafilê wê rûyê xwe ji min bada û teşiya destê xwe vizand û bi lingê xwe, mîna ko ew tiştekî pihîn bike, wê guloka pengê ji xwe bi dûr xist. [2847 uzun_hawar] Ez bêdeng çûm nik wê û li ber wê, li pê sekinîm. [2848 uzun_hawar] Ne deng ji min derdiket, ne ji wê. [2849 uzun_hawar] Êvar dadiket, dengê şivan û berîvanên ko pez haş dikirin, ji dûr ve dihat; dengê zompê hesinkerekî, mîna awazê dengbêjekî kal, bi dûzan û aheng, li ber guhê me diket; ber bi milê çiyayê Cûdî, siwarek hespê xwe rakiribû çargaviyê û di nav kortalên zinaran de winda dibû; bayekî sivik ê êvaran pelên darên tûyê ko hinekî ji me bi dûr bûn, difirkandin û çiqil û pelên daran hêdîka diliviyan; ava çêm ko bi tîrêjên tavê qulipîbû ser rengekî sor û zer, bi aramî diherikî. [2850 uzun_hawar] Û di nav wê aramî û sikûnetê de Gulîzer ko ez bawer im, ne aram bû, bi tevgerên sert teşî dirisand. [2851 uzun_hawar] Roja te, na ne roja te, êvara te bixêr, Gulîzerê, min bi dengê xwe yê herî nermik û xweşik gotê. [2852 uzun_hawar] Lê wê ne bersîv da min, ne jî li min nihêrî. [2853 uzun_hawar] Gulîzerê, zimanşêrînê, tu çawan î? [2854 uzun_hawar] Min dîsan gotê. [2855 uzun_hawar] Min bîr dibir ka çi dê ji zimanê wê birijiya û loma min »zimanşêrînê« li gotina xwe zêde kiribû û bêyî ko ez li bendî bersîveke bisekinim, min gotina xwe domand, welê dixuye ko te bihîstiye ez hatime û tu dê, ji bo min, tiştekî zivistanê birisî? [2856 uzun_hawar] Hingê wê bi awirekî gelekî tûj li min nihêrî û gote, belqityo! [2857 uzun_hawar] Zimanşêrînê gotina xwe dubare kir; belqityo. [2858 uzun_hawar] Bi tenê hewqas, lê belê ew gotina wê ji bo min, mîna dilopa şîr zelal, şêrîn û germ bû. [2859 uzun_hawar] Kenekî li ser rûyê min, min bi baldarî lê nihêrî; rûyê wê yê esmer hinekî zirav û gelekî lihevhatî bû, porê wê ko ji dûr ve mîna pêlên çemê Dîcleyê dixuyan, mîna tûlekî hevrêşimî yê nerm bû, tenê wê spî, çavên wê yên kilkirî xweşik û kûr, mijang û birûyên wê dirêj û mîna kevanekê vekişiyayî bûn. [2860 uzun_hawar] Dest û lingên wê henekirî, mijangên wê yên reş, bi kilê, reştir bûn. [2861 uzun_hawar] Jê bîhneke gelekî xweş ko bi bîhna misk û emberê dişibiya, difûrî. [2862 uzun_hawar] Çend qumçikên jor ên fîstanê wê vekirîbûn û jê pêsîrên wê yên gewher hinekî dixuyan. [2863 uzun_hawar] Tevî ko ew li ber derî rûniştibû û teşî dirisand, ji kil, hene, bîhn û qumçikan diyar bû ko ew li hêviya yekî yan tiştekî bû. [2864 uzun_hawar] De ka bibêje, ez hinekî din nêzîkî wê bûm, di ser re min li pêsîrên wê yên şox nihêrîn û min jê pirsî, tu ji min re çi dirisî? [2865 uzun_hawar] Koro, çavhelisiyo, kezebreşo, wê bi hêrs gote û rabû ser xwe, teşî û hirî avêt erdê û rûyê xwe bada, kete hundir. [2866 uzun_hawar] Lê berî ko ew bikeve hundir, wê dîsan nifireke din li min barand, malşewitiyo, tu bî, tu ji çavê din jî bibî, tu bî, tu muhtacê garisê gilgilî bî. [2867 uzun_hawar] Ka Heme li kû ye, zarşêrînê, min gotê û çavê min li ser hêtên wê yên vekişiyayî, min bi hedîka da pê. [2868 uzun_hawar] Ez çi zanim! [2869 uzun_hawar] Ew jî dînekî mîna te ye, ji mêj ve ye, ew naxuyê, kî dizane di kîjan medrese yan jî mizgeftê de niha dijûnî filehan dide! [2870 uzun_hawar] Yek tiredînekî serserî ko nanê kuçan ketiye zikê û venagere mala xwe, yek jî gêjekî sersem ko bi zekata xelkê zik mezin kiriye û mala xwe ji bîr kiriye! [2871 uzun_hawar] Yek ji yekî xirabtir. [2872 uzun_hawar] Lê binihêre, tiredînê te hat, min gotê û ber bi wê çûm. [2873 uzun_hawar] Bejna wê ji min kintir, endama wê, bêguman, ziravtir bû. [2874 uzun_hawar] Bedena wê ya narîn kela min rakir da ko ez wê bibest hembêz bikim û parsûyên wê bi herdu destan biguvişînim. [2875 uzun_hawar] De bicehime û here cîhê ko tu jê têyî, wê xwe hinekî da alî û gote. [2876 uzun_hawar] Dengê wê ko tijî hêrs bû, bi min mîna dengê berxikekê yan jî mîna dengê şalûrekê dihat; ewçend masûm, delal û zelal. [2877 uzun_hawar] Dengê wê, bîhna wê, bala wê heş ji min bir, min hew dikarîbû xwe rabigirta. [2878 uzun_hawar] Nazdara min, min gotê û bi leza birûskê êrîşeke xedar birê, bi herdu destên wê girtin û ew xiste erdê. [2879 uzun_hawar] Pêşî ewê, di bin min de, mîna pilingekî ko dixwaze cewrikên xwe ji keftaran biparêze, bi xurtî li ber xwe da, lê paşê, gava ewê fahm kir ko ew nikare xwe ji penceyên min ên qehîm rizgar bike, bedena wê di bin bedena min a qelew de sist bû. [2880 uzun_hawar] Bi sistiya bedena wê dengê wê jî hate birîn. [2881 uzun_hawar] Min jî hew deng kir, deng êdî ne hewce bû, niha diviya me li dengê hilavêtina dil û tevgerên bedenan guhdarî bikira. [2882 uzun_hawar] Li ser mehfûra tenik, ez û wê, bi hev re yekbûyî, em li erdê dirêj bûbûn. [2883 uzun_hawar] Min hêdîka destê xwe yê rastê bir porê wê, rûye wê ko ji min zivirîbû, rast kir da ko ew li min, li rûyê min, li çavê min ê kor û şopa şûr ko mîna pîneyekê li ser rûyê min bû, baş binihêre. [2884 uzun_hawar] Li ser rûyê wê, di nav bîbikên çavên wê keça xama de nermahî, germahî û hêvî hebû. [2885 uzun_hawar] Hêviya evîn û evîndariyê ko ew hertim, di hemû heyata xwe de hewcedar bû, hêviya hez û şefqatê ko wê ji mala bêdayik û ji bav û birayê xwe nedîtibû, hêviya kêfxweşî û coşa yekîtiya bedenan ko ew bi sebir û metanet hertim, ji wan lîstikên me yên zaroktiyê û vir ve, li pey bû. [2886 uzun_hawar] Ew lîstikên masûm niha qulipîbûn ser tiştekî din ko ne min û ne jî wê dizanîbû ka ew ê çawan kuta bibe. [2887 uzun_hawar] Belê, li ser bîbikên çavên wê hêviya ko bang dikir û digot »were« hebû, lê li milekî din jî hişkahiyek, ez çi dizanim, heye ko sertiyek, xurtiyek jî hebû. [2888 uzun_hawar] Xurtiyek ko bi stranên bavekî şivanê êzidî kemilîbû, bi nanê tisî û şîrê xav perwerde bûbû û bi feqîrî û neçarî hatibû ceribandin. [2889 uzun_hawar] Çavan digot, were, koro, çima çavê te yê sax min nabîne, were, niha heke tu weha bi hemû giraniya xwe li ser min î û nefesê li min diçikînî, ne ko te xwest, lê ji ber ko min rê da, weha ye. [2890 uzun_hawar] De were, her tiştî ji bîr bike, her tiştê ko te dîtiye û tu jiyayî, li pey xwe bihêle û were... [2891 uzun_hawar] Her tişt li pey mabû, niha bi tenê rastiyek ko min pirî caran lê xeyal kiribû, hebû; ew. [2892 uzun_hawar] Fîstanê wê yê rengîn, rengên sor, zer, kesk, mor ko keçên kurdan jê hez dikin, bişkovên fîstên ko heta navika wê ber jêr dibûn û mîna wê li hêviya vekirinê bûn, mûyên zirav ên pî û çipên wê ko tenê spî û bedena esmer dixemilandin, stû û gerdana wê ya dirêj ko li hêviya ramûsanan bû, şeqên we yên vekirî ko bi hêdîka xwe dilivandin û heş ji min dibirin û çavên wê, çavên reş ko niha bi baldarî û kûr, gelekî kûr li min dinihêrîn. [2893 uzun_hawar] Niha li ser çavan çi dixuya? [2894 uzun_hawar] Ken? [2895 uzun_hawar] Lava? [2896 uzun_hawar] Coş? [2897 uzun_hawar] Ferman? [2898 uzun_hawar] Heye ko hîç tiştekî, heye ko hemû tişt di nava hev de... Eniya wê fireh û li serê çu xêz, qermîçek an nîşandekên wext û felaketan nîn bû. [2899 uzun_hawar] Enî, serî, mêjî hê pêrgî felaketên ko li rê bûn, nehatibû. [2900 uzun_hawar] Lê hingê ne heşê min li bûyeran bû, ne jî heşê wê li tevgerên rojê bê bû, hingê bi tenê ew, rastiya wê hebû. [2901 uzun_hawar] Ji wê danê êvarê, ji destpêka dengên bedenan ev bergeh, bi hemû zelaliya xwe, di heşê min de maye. [2902 uzun_hawar] Dengê bedenan dest bi axaftinê kirin, wê hêdîka, bêyî ko min ji ser xwe biqulipîne, ez nizanim ka çawan, lê bi hunereke bêpayan, dest û milên xwe ji fîstên rizgar kirin, bi dû re bi destên min girtin û ew birin ser qumçikan. [2903 uzun_hawar] Qumçik yek bi yek vebûn, ji jor, ji memikan ber bi jêr, ber bi navzik. [2904 uzun_hawar] Niha ew heta berzikê tazî bû, di bin fîstên de wê çu tişteki din li xwe nekiribû, memikên gulover û hinekî mezin ko hemû sîng tijî kiribûn, bi hemû gewherî û bedewiya xwe dixuyan. [2905 uzun_hawar] Wê hêdîka destên min birin ser memikan, dest, bêyî lez û bezê, li ser memikan, li dora wan geriyan, bi dû re, dîsan bi alîkariya wê, dest ber bi jêr, ber bi aliyê navikê bûn. [2906 uzun_hawar] Wê zikê xwe hinekî vekişandibû û navik bi kortahiya xwe mîna yaqûteke belek a çirûsî dixuya. [2907 uzun_hawar] Yan jî mîna libeke tiriya kemilî ya tahnebî. [2908 uzun_hawar] Hêtên wê ko hê destê kesî lê neketibû mîna qûna topên osmanî gulover û sert, lê di eynî wextê de mîna meşkên kelekên kambax ên Dîcleyê nerm bûn. [2909 uzun_hawar] Dengê hêviyê ji hêtan jî olan dida; hêt li hêviya destan bûn. [2910 uzun_hawar] Şeq û çîpên spî ko di paş re mîna marekî li min piçikiyabûn, mîna mirtalên şervanên aşûriyan dirêj û lihevhatî bûn. [2911 uzun_hawar] Heta navik û hêtan her tişt baş bû, lê malkambaxiyê ji wir û pê ve dest pê kir. [2912 uzun_hawar] Tevî ko destên wê dîsan aliyê min dikirin, min kir-nekir, nikarîbû fîstan jê bikira. [2913 uzun_hawar] Û ya herî xirab, derpiyên wê yên dirêj bi doxîneke qehîm hatibû şidandin. [2914 uzun_hawar] Ew, hemû bedena wê, hemû xweşî û bedewiya wê li hêviya destan bû, lê ne doxîn! [2915 uzun_hawar] Gerçî her tişt bi hêdîka, bihust bi bihust bi rê ve diçû, lê fîstanê kambax û doxîna xayîn înad dikirin. [2916 uzun_hawar] Çare nîn bû, min rahişt fîstên û min ew çirand. [2917 uzun_hawar] Wê dengê xwe nekir, heye ko heta ji vê yekê hez jî kir, lê gava min destê xwe avêt doxînê û xwest wê jî bi destan jêkim, qirîniyek pê ket, [2918 uzun_hawar] Koro! [2919 uzun_hawar] Hêdî be law, te kezeba min peritand, korê heram! [2920 uzun_hawar] Ava reş bi çavê te yê sax de jî were, pîsê heram! [2921 uzun_hawar] Dewsa nifiran aliyê min bike, delala min, min gotê û tiliyên xwe yên dirêj û qelew li ser hêtên wê gerandin. [2922 uzun_hawar] Dewsa ko tu min perçe bikî, weha bibêje, cinawirê çavkor, çavbirçiyo!.. [2923 uzun_hawar] Hingê her tişt ji nişka ve guherî, ew keça xama, lê bêdeng û masûm ko piraniya caran li koşeyekê, bêyî ko dengê xwe derxe, rûdinişt an jî bêdeng bi şixulên basîd ên malê radibû, qulipî ser, ez çi bibêjim, ser teyrekî dirende yan jî ser pilingekî har. [2924 uzun_hawar] Wê ji min re digot cinawir, lê niha ew qulipîbû ser cinawirekê ko bi tevgerên xurt, çapik û zana ez dîl girtibûm. [2925 uzun_hawar] Niha êdî wê her tişt bi rê dixist, mîna şahmaranekê xwe dilivand, qumçikên kirasê min ji hev dikirin, doxîna min ko ji bervajiyê ya wê gelekî sist bû, vedikir, destê xwe li ser sînga min a tijî pirç digerand. [2926 uzun_hawar] Şerm jê bi dûr ketibû, gava wê destê xwe avêt nav heya min, qirîniyeke din ko ji ya berê gelekî cihê bû û tê de ken, kel, best û arzû hebû, pê ket, [2927 uzun_hawar] Belqityo! [2928 uzun_hawar] Ev singê hanê! [2929 uzun_hawar] Çawan tu dikarî vî nebxêrî di nav şalan de veşêrî? [2930 uzun_hawar] Min dengê xwe nekir, ma min ê çi bigota? [2931 uzun_hawar] »Biloyê« ko wê ji lîstikên zaroktiyê baş dinasî, bi çerxa felekê û leza salan, qulipîbu ser singekî bêbav. [2932 uzun_hawar] Ez bi tenê keniyam û min bêdeng lê nihêrî; şepalê bi şixulê xwe dizanîbû, ne bi tenê karê malê, lê bi karê ruh û dil jî dizanîbû. [2933 uzun_hawar] Min ruh û canê xwe ko gihîştibû bilindahiyên çiyayê Cûdiyê û di nav mij û dûmana bilindahiyan de govend digirt û bedena xwe ko qulipîbû ser kevaneke vekişiyayî ko di bin tîna tava germ a welatê Babîlê de dibiriqî, heşê min li ser pilingên har û li ser zimanê min jî çend rêzên Melayê Cizîrî ko ji me hinekî bi dûr di gora xwe de dinivist, mîna stranekê, bi hêdîka, teslîmî şepala xwe, teslîmî destên wê yên dirêj û zirav, bedena wê ya narîn kir; [2934 uzun_hawar] Şox û şengê zuhrerengê dil ji min bir, dil ji min Awirê heybetpilingê dil ji min bir, dil ji min Wê şepalê miskîxalê dêmdûrê gerdanşemalê Cibheta bîskan sema lê, dil ji min bir, dil ji min. [2935 uzun_hawar] Min dengê kîn û nefretê ko min gelek caran li vir û li wir bihîstibû, di destpêka êrîşa keleha Seîd Begê de, carekê jî, li kitabxana Mam Sefo, ji nav rûpelên Tewratê bihîst. [2936 uzun_hawar] Xwedayo, ew çi deng bûn ko Xwedayê alemîn ji bo ders û tecruban veguhezandibû me, nifşên nû yên însaniyetê, lê me çu carê jê ders û tecrube wernedigirtin. [2937 uzun_hawar] Piştî ko min çîroka xwe û heybetpilingê jî gote we, niha em dîsan dikarin vegerin ser mûsîbetên ko diqewimîn. [2938 uzun_hawar] Mûsîbetên ko axa welêt qulipandibû ser çola Babîl û Nînovaya xopan, însanên welêt kiribû ker û lal, derew, fort, dek û dolap kiribû huner, hêvî û best kuştibûn û xizîn û kederê kiribû nan û av. [2939 uzun_hawar] Rewşa Cizîrê, Botanê û hemû welêt, berî çûyina me û piştî hatina me, yekcar guherî bû. [2940 uzun_hawar] Ew azadî û serbestiya bajêr ko em tê de, bêyî ko haya me jê hebe, dijiyan, piştî vegera me, têk çûbû. [2941 uzun_hawar] Dewsa azadî û serbestiya bajêr, çûyin û hatinê, niha pirs, şik, guman, rêgirtin û qedexe hebûn. [2942 uzun_hawar] Mifrezeyên eskerî yên mîrekiyê ko li bajêr û der û dorên bajêr nedixuyan, niha çavnêriya ketin û derketina bajêr dikirin, dengê tivingan ko bi tenê di nêçîr û seydan de, li zozanên çiyayên bilind, dihate bihîstin, niha di meqerên eskerî de ko li der û dorên bajêr û mîrekiyê mîna libên tisbîheke qetiyayî, roj bi roj bêtir belav dibûn, dihate bihîstin. [2943 uzun_hawar] Ya herî balkêş, bêguman, osmanî bûn, ko heta hingê ewçend bi xurtî hebûna xwe nîşanî ehlê Cîzîra Botanê nekiribûn. [2944 uzun_hawar] Pêşî mela, seyda û aqilmendên dewletê ko bi eslê xwe kurd bûn û qasidê paşayên wîlayetan bûn, li bajêr û li dora qesrê xuyabûn, paşê karbidestên Babiâlî ko bi rîhên xwe yên palik, kincên xwe yên alafrangî û fesên xwe yên sor gelekî bala xelkê dikişandin, hatin û çûn. [2945 uzun_hawar] Bi dû wan re jî kumandarên eskerî, eskerên çekdar û mifrezeyên peya û siwar ko ji bo şer û pevçûnan perwerde bûbûn, li mîrekiyê, mîna gizêrên bejî ko ji nişka ve ji bin axê serî radikin, xuyabûn. [2946 uzun_hawar] Ji vê tevgera geş, herkesî, ne bi tenê min ko ji çavekî bûbûm, herweha korên ko ji herdu çavan jî bûbûn, têdigihîştin ko pergaleke nû ko bêtir eskerî bû û bi fermana kumandaran û lûleya tivingê bi rê diket, hêdî hêdî, li welêt dihate pê. [2947 uzun_hawar] Li milê din tevgera Mîr û mîrekiyê jî, ji her carê bêtir xurtir, geştir û firehtir bûbû; mîr û begên mîrekî û bajarên cîran dihatin û diçûn, aqilmendên Mîr, Mam Sefo jî tê de, hertim civat digerandin, qasid hertim nûçe, xeber û name dibirin û danîn, bazirganan çek û tiving dianîn û li bazaran difrotin, eskerên mîrekiyê di nav şal û şepikên xwe yên rengîn û paqij de di navbera bajar û gundan de diçûn û dihatin. [2948 uzun_hawar] Bi kurtebirî, asimanên welatê Cizîra Botanê girtîbûn, ewr diguriyan, birûsk û baran li rê bû. [2949 uzun_hawar] Herçî em bûn, ez û hevalên min, ez û Migo, piraniya caran li mala wan, li hêviya Mam Sefo û xeberên wî bûn, Heme, tevî koma xwe ya dîndar, çûbû welatê Hekaran, Şemzînanê, nik şêxên Nehriyan û hem ders didan wan hem jî ders û tecrubeyên xwe yên dînî dewlemendtir dikir, Têlî ko min carina didît, li medresa biçûk a qesrê ders dida şagirtên malbatê û herçî Yezdînşêr bû, mîna ko bîhna axa avis a baranê bi difnên wî ketibe, çûbû nik xalê xwe Seîd Begê. [2950 uzun_hawar] Bajar, welat ko bi hatina Mîr re ketibû ser riyeke din a bextiyarî û serfiraziyê û heyat, tevî xwarin û vexwarin, zexîre û dewlemendiyê geştir bûbû, tevî me, niha li hêviyê bû ko tiştekî neçê, tiştekî kambax biqewime. [2951 uzun_hawar] Herkesî didît ko aştiya ko Mîr, bi hezaran dijwarî û zehmetiyan, di navbera mîr, axa, beg, şêx, dîn, ziman, ehl û navçeyên welêt de, bi hostahiyeke bêpayan, anîbû pê, mîna pira ko nikaribe xwe li ber pêlên rabûyî rabigire, welê ji binî ve dileqiya. [2952 uzun_hawar] Mam Sefo ko êdî çavê kesî lê nediket, carina, di nîvê şevan an keleberbanga sibehan de, westiyayî, çavsorbûyî, bîhnteng û zîz, dihate malê. [2953 uzun_hawar] Hingê me dilezand û em diçûn kitabxanê, warê fikir, şik û gumanan û li hêviyê disekinîn. [2954 uzun_hawar] Ew pêşî diçû nik xanima xwe ko êdî çu carê ji jûrê xwe peya nedibû, paşê dihate kitabxanê ko êdî ne bi tenê warê xwendin û nivisînê, herweha çaxa ew li malê bûya, bûbû warê wî yê xwarin, vexwarin, razan û nivînê. [2955 uzun_hawar] Ji ber ko ewî dizanîbû ko em li hêviya wî û xeberên nû bûn, wî bi hatinê ve, heke birçîbûya, tiştekî sivik ko hurmeyên çapik jê re danîn, dixwar û dipeyivî, heke nebirçîbûya, rasterast agahî didan me. [2956 uzun_hawar] Gotinên wî ko berê, piraniya caran, qala xwendin, nivisîn, zanîn, huner, edebiyat, ger, geşt, hînbûn û pêşveketinê dikirin, niha, mîna guherîna rewşa bajêr û welêt, bêtir qala pevçûn, şer, berberî, çek û dijminahiyê dikirin. [2957 uzun_hawar] Însên şîrê xaf mêtiye û hezkarê xwe, ezîtî û quweta xwe ye, ewî pirî caran digot, qelûna xwe pêdixist, ji ber westa roj û şevan, li ser sedirê pal dida û didomand, însan, nemaze însanên me yên nezan ên navçê ji xwe û ji çek, hêz û quweta xwe hez dikin û tiştê herî xirab, pê bawer dikin û ji ber vê yekê jî dikarin bêperwa her tiştî têk bibin. [2958 uzun_hawar] Heta çilka tirs û xofa têkdanê, dilopa wîcdan û merhemetê nekeve dilê wan, heta ko ew fahm nekin ko xetera herî mezin çekên di destên wan de ye, şixulê me hemûyan, di sêrî de jî, şixulê Mîr gelekî zehmet e. [2959 uzun_hawar] Herçiqasî haya me, min û Migo, ko di wê geremol û heyecanê de hê dest bi şixulekî diyar nekiribû, ji rewşê û pêwendiyan hebûya jî, bi gotinên Mam Sefo ko bi carekê ji taqetê ketibû û êdî mîna kalekî dixuya, rewş bêtir zelal dibû. [2960 uzun_hawar] Me ji gotinên wî çêtir fahm dikir ko dewleta Osmanî ko demekê hukimdarê heft duwêlan, ji welatên Maxribê bigire heta çolên Erebîstanê, ji welatên Qafqasiyayê bigire heta navenda Ewrûpayê, hukimdarê nîvê cîhanê bû û alaya Osmanî ne bi tenê li qiraxên çemê Dîcle û Firatê, herweha li qiraxên çemê Nîl û Tûnayê hêl dibû û keştiyên wê ne bi tenê li qiraxên deryayên Spî, Reş û Egeyê, herweha li qiraxên Hazer, Hînd, Atlantîkê jî lenger davêtin, mîna ko bi zelzeleyekê ketibe, niha ji binî ve dihejiya û ji lewre jî di nav tevgereke bêhempa de bû, da ko bikaribe xwe xelas bike. [2961 uzun_hawar] Siltanê Osmanî ko di eynî wextê de xalîfeyê sererz ê hemû qewmên misilmanan bû û di bin baskê xwe de hem ehlê misilman hem jî nemisilman mîna cihû, file, êzidî, pûtperest dihewandin, hew dikarîbû bi gotinekê welatan vegirta, qewman bi rê xista û hukimdariya xwe mîna hukimdariyeke qedîm, qehîm û ebedî nîşan bida. [2962 uzun_hawar] Gelek paşayên ko welatên dûr ên tixûban ko wîlayetên dewleta Osmanî bûn, serî hildabûn û paşayên mîna paşaye Misirê Mihemed Elî zora dewletê biribûn. [2963 uzun_hawar] Yewnanistanê, hema çi bigire, azadiya xwe li dar xistibû, welatên Balkanê mîna Sirbistan, Eflak, Bosna li ser riya azadiyê bûn û bayê azadiyê li ber guhê Trablûs, Libnan, Sûriye û Girîdê ketibû. [2964 uzun_hawar] Ordî ji rewşê ne razî bû, paşayan bi dewletê û bi hev re qayiş dikişandin, xelkê ko ji eskerî, bertîl, bac û qemçûrê bêzar bû, xwe ji her tiştê ko siya dewletê lê bû, bi dûr dixist. [2965 uzun_hawar] Û di ser de dek û dolabên welatên Ewrûpayê, mîna Englîstan, Frense, Îtalye û Rûsyayê rewşa dewleta Âlî Osmanî yekcar aloz kiribû. [2966 uzun_hawar] Wan li milekî dil dikirin ko dewlet li ser piya bimîne û ji lewre aliyê wê dikirin, li milekî jî agir dixistin dawa dewletê û piştgiriya tevgera azadixwazî ya ehlên din dikirin da ko dewlet ji quwetê bikeve û muhtacî wan be. [2967 uzun_hawar] Welatê azam ê Osmanî feqîr û bêkeys ketibû, paşa bi îdareyeke kêfî xelkê diperçiqandin û heta derpiyê wan jî mîna bertîl an jî bi navê perû, alîkarî û bexşîşê, ji wan distandin, ordiyê law û kurên mal û malbatan, bi navê eskeriyê ko bi qasî umrekî dirêj bû û ji sed kesî not û nehê wan hew vedigeriyan, ji wan werdigirtin û ew di çolên germ an jî di çiyayên sar de, bêyî ko di wicdana wan de olanek bê vedan, didan kuştin. [2968 uzun_hawar] Bindestî û bêgaviya xelkê bi gotinan nedihate salixdan, ji bo her tiştî, heta ji bo nîskê ko diçandin û garisê ko radikirin, ji bo pêlavên ko çêdikirin û cil û bergên ko li xwe dikirin jî bac didan. [2969 uzun_hawar] Û ne bi tenê bac didan cîhekî, wan bac di-da padîşêh, dewletê, wîlayetê, paşê, zabît, tahsîldar... herkesî... Li welatê Osmanî herkes ji hinên din eciz bû, herkesî li hinên din dek û dolap digerandin, herkes li pey daf û kemînan bû. [2970 uzun_hawar] Herkes bi hev re, li nik hev dijiya, lê bi rik, kîn, berberî û dijminahî. [2971 uzun_hawar] Herkesî hinên din biçûk û nizm didîtin, ordiyê padîşêh, padîşêh wezîran, wezîran paşayan, paşayan miteserifan, miteserifan mîr, beg û axan, wan jî ehlê xwe. [2972 uzun_hawar] Û herkesî, ji bo gerandina kar û şixulên heyata xwe, hewl dida ko zordarî li hinên din bike. [2973 uzun_hawar] Herkesî ji hinên din nefret dikir, ji hinên din gef dixwar, hinên din êşandibû û herkes li keysa hilanîna tola xwe bû. [2974 uzun_hawar] Tola ko Mam Sefo digot, kemîna herî xirab a însaniyetê bû. [2975 uzun_hawar] Lê belê tevî ko welatê Âlî Osmanî dileqiya û dikeliya, ewê zext û desthilatiya xwe jî, li der û deverên ko ew pê bawer bû, zêdetir dikir. [2976 uzun_hawar] Hema çi bigire dewletê destê xwe ji welatê Trakya û Balkanê şuştibû û bîr dibir ko welatên Mexrib û çolên Erebistanê jî, ne bi huner û quweta ereban, lê bi dek û dolabên dewletên Ewrûpayî, jê bi dûr diketin. [2977 uzun_hawar] Ji lewre ewê hemû zext û zora xwe dida ser Anatolî û Mezopotamyayê ko piraniya wan misilman bûn. [2978 uzun_hawar] Paşayên herî xwînrêj û garnîzonên herî xedar li Sîwas, Erzerom, Wan, Diyarbekir, Mêrdîn, Riha, Nisêbîn, Mûsil û Bexdayê bûn. [2979 uzun_hawar] Herçend ax û welatên din ji dest diçûn, axa Anatolî û Mezopotamyayê jî ewçend di bin nîrê paşayên rîhpalik û dilqalik de dinalî. [2980 uzun_hawar] Welatê kurdan ko bi qasî kurdan welatê ermen, asûr, suryan, cihû û êzidiyan bû jî û ji destpêka dewleta Osmanî û vir ve her bi dewletê re bû, di navenda Anatolî û Mezopotamyayê, di navbera herdu çemên tarîxî Firat û Dîcleyê de bû. [2981 uzun_hawar] Welêt ko her û her di navbera mîr û began de hatibû parve kirin, xwe perçeyekî welatê Osmanî didît û mîr û begên kurdan ko hertim li dijî hevûdu bûn, li hember hevûdu qayişê dikêşandin û yeka hevûdu qebûl nedikirin, hukimdariya dewleta Osmanî qebûl kiribûn û yeka dewletê nedikirin dudo. [2982 uzun_hawar] Tevî ordiya osmaniyan, ew diçûn şer û pevçûnan, wan şervan û çekdarên xwe dişandin şerên dûr ên osmaniyan ko li ser tixûbên dûr ên welêt diqewimîn û qada şer hertim dibû zeviyên mirinê û cendekan, gava lê diqewimî, bi serpereştiyê radibûn û sînga xwe ji bo selametiya dewletê û siltanê wê dikirin sîper, bac û heyinên xwe didan dewletê û siltên mîna sultanê xwe yê nemir dizanibûn. [2983 uzun_hawar] Lê bi şertekî; ko ew di nava xwe de xweser bûna, padîşêh carina silavên xwe yên germ an yadîgareke biçûk a bîranînê binihêrta, dewletê qedir û qîmeta wan bigirta û destê xwe dirêji hebûn û heyinên wan nekira. [2984 uzun_hawar] Lê ev şertê hanê ko bi sedan salan di navbera dewletê û mîrekiyan de peymaneke qehîm bû, demên dawîn têk çûbû û paşayên ko dewlet temsîl dikirin, ne bala xwe didan vî şertê, ne jî guhê xwe didan îkaz û şîretan û êrîş li ser êrîş dibirin ser hebûn û heyînên mîr û began. [2985 uzun_hawar] Heke ez rastiyê bibêjim, ew hertim di van êrîşên xwe de bi ser diketin, ji lewre di destê wan de çekek ko bihayê wê bêpayan bû, hebû; berberî û dijminahiya navxwe yên mîr, beg, axa û giregirên kurdan. [2986 uzun_hawar] Paşayan simbêlên xwe ba didan, bi ken û fort agir bera wan didan û agir bi welatê wan dixistin, bêyî ko gurzeke pûşê wan jî tê de bişewitiya. [2987 uzun_hawar] Dewleta Osmanî û paşayên wê bi gotina bav û kalên kurdan ko hertim bi tecrubeyên nû yên kirêt dubare dibû, qenc dizanîbûn; berberiyê kurd kuştine, dexesiyê kevandine û belaviyê mirandine. [2988 uzun_hawar] Mam Sefo di wan dawiya şevan de ko bi rastî jî bûbûn wextekî tarî yê bêdawîn, bedena wî ya girs ji rûniştinê westiyayî, mejiye wî yê ronî û serwext ji pistepist û gotinên pûç sistbûyî, piştî xebardanên me, lê beriya ko ew bikeve xew, heşê wî li ser bûyerên li rê, her digote me, [2989 uzun_hawar] Xortino, divê ev gotina min bibe guhar û bikeve guhê we, ji bîr mekin, kurmê darê ne ji darê be, zewala darê nîn e. [2990 uzun_hawar] Ev gotin jê re bûbû mîna lorînekê, lê lorîneke jahrîn, tahl. [2991 uzun_hawar] Wî her digot kurmê darê... kurmê darê û dikete xew, lê mîna ko ew bikeve xewa mirinê yan jî bikeve nav xewekê ko bi tenê ji kabûsên dûjehê hatibe pê. [2992 uzun_hawar] Lê belê şevekê, gava ew hate malê, wî xeberên kirêt ên wê rojê gîhandin me û li ser sedirê kitabxanê pal da û kete xewê, nav kabûsan, wî îcar ev gotin negot û dubare nekir. [2993 uzun_hawar] Îcar wî gotineke din a bav û kalan got û dubare kir; [2994 uzun_hawar] Axîna vî destî ji destê din re namîne... Axîna vî destî ji destê din re namîne... Axîn... Axîn... [2995 uzun_hawar] Hingê, piştî ko xewê bi tûlên xwe yên reş Mamê ko bi axîn, axînê ji xwe ve çû, rapêça û bire kûrahiyên tarî yên xewê, min li Migo ko ji ber rewşa bavê xwe, diya xwe, welatê xwe, bi hêdîka digiriya, nihêrî, çûm nik wî, bi destê wî girt û ew derxist şaneşînê. [2996 uzun_hawar] Dinya ronî bûbû, stêr çûbûn, tîrêjên abadîn li pey gopikên çiyayên Cûdî serî hildidan, ava Dîcleyê, mîna ko haya Dîcleya ko hertim şahida her tiştî bû, ji rewşê hebe, welê narîn, mîna ko reşa xwe girêdabe, bêdeng diherikî. [2997 uzun_hawar] Em çûn koşeya herî dûr a şaneşînê û li wir, li ser kursiyên nizm rûniştin. [2998 uzun_hawar] Birako, min gote Migo ko rondikên çavên xwe paqij dikirin, birako, rondikan ji bo rojên bê veşêre, ji ber ko rojên bê, rojên qiyametê ne. [2999 uzun_hawar] Qiyametê dest pê kiriye, Biro, ewî, di nav pêçiyên wî de pel û titûn, bi dengekî sext û sist, gote min, ev hesûdî, berberî, dexesî, rewşa dê û bavê min... ev çi ne? [3000 uzun_hawar] No, Migoyê dilpak, min gotê û ez rabûm ser piya, çûm nik dîwarê şaneşînê ko bi qasî deh, panzdeh bihustan bilind bû, min doxîna xwe vekir û di ser dîwêr re, min bi qasî çendekê, ber bi çêm, mîza xwe reşand. [3001 uzun_hawar] No, dîsan min gotê, gava ez vegeriyam şûna xwe, no birako, ez nizanim ka te ferq kir, lê îcar Mam lorîna xwe ya kirêt a kurman, dubare nekir. [3002 uzun_hawar] Ewî îcar tiştekî din got. [3003 uzun_hawar] Law, kerê çolê, ewî, pêşî, hinekî bihêrs got, tu weha kîr û gunikên xwe derdixî û mîzê, mîna ko ew ava zemzemê be, ber bi jêr direşînî! [3004 uzun_hawar] Eger hin te bibîbin, em ê çi bikin? [3005 uzun_hawar] Piştî vê gotinê, gava ewî dît ko ez bersîv nadimê, hingê wî, niha bi dengekî maqûltir, bersîva min da, min ferq nekir ka bavo çi got û cixareyeke pêçayî da min û ya xwe jî bir devê xwe û bi hestê ev vêxist. [3006 uzun_hawar] Min ferq kir, Migo, min gotê, heste jê girt, cixara xwe pêxist û jê mizeke kûr kêşand. [3007 uzun_hawar] Ji nişka ve teyrê min ê tawis kete bîra min û min destê xwe bire ser teyrê xwe ko di stûyê min de bû û gotina xwe domand, Mamo îcar bi dengekî sistir û zîztir, gotina xwe ya xewê, ez bawer im, beyî ko haya wî jê hebe, guherî û ez vê yekê ne mîna elameta xêrê, ji bervajiyê, mîna destpêka rojên qiyametê dibînim. [3008 uzun_hawar] Na, ne ko ez welê dibînim, lê welê hîs dikim, Migo. [3009 uzun_hawar] Rojên gelekî kirêt li ber me ne... [3010 uzun_hawar] Belê, wê şevê Mam xebera xirab ko heyameke nû, heyama têkçûn û windabûnê li ber mîrekiyê vedikir, gîhande me; wê şevê biryar hatibû standin ko Mîr jî tevî êrîşa Osmaniyan bibûya û ew ê bi hev re biçûna ser hêzên Seîd Begê ko li hember Osmaniyan rabûbûn. [3011 uzun_hawar] Wê şevê, li ber destê spêdê, çaxa Mam Sefo hate mal, ew kelegirî bû, jê deng dernediket. [3012 uzun_hawar] Rasterast ew çû serşokê, hurmeyên malê jê re av germ kirin, piştî ko ewî xwe şuşt û bîhna xwe veda, di nav cil û bergên nû yên ewrûpî de, ew hate kitabxanê. [3013 uzun_hawar] Çavên wî yên gir û germ dixwestin bikenin, lê di şûna kenî de keser dixuya. [3014 uzun_hawar] Ew nedipeyivî, qelûn di dêv de, bi tena serê xwe, rast û çep, li ba dikir û di nav kitabxana mezin de, bi gavên giran mîna kesekî ko heş jê çûbe û nizanibe ka ew çi dike, diçû û dihat. [3015 uzun_hawar] Min û Mîgo, ko me xwe dabû kêlekê û bi heyecan li hêviya xeberên wî bûn, bêdeng lê dinihêrî. [3016 uzun_hawar] Piştî çendekê ewî saeta xwe ya zîvîn ji bêrîka yêlegê xwe derxist, lê nihêrî, çû û tevî ko dinya hinekî sayî bû, deriyê şaneşînê vekir, mîna însanekî ko noqî avê bûye û ji nişka ve dîsan derketiye ser avê û nefes digire, wî kêliyeke dirêj nefes girt û da, paşê hate qendîla li ser masê wergirt û çû ber refên kitaban, yek bi yek li wan, li pişta wan, li nav û navnîşanên wan nihêrî. [3017 uzun_hawar] Dawiyê ewî kitabeke qalin û mezin a çermîn ji refê ko kitabên Keso, Maro û yên din lê bûn, wergirt, ew hembez kir, sê caran ramûsî û vegeriya ber masê, li ser kursiyê masê rûnişt û rûpelên kitaba çermîn vekirin. [3018 uzun_hawar] Min û Migo, me herduyan jî kitab dinasî, ew, Tewrat bû. [3019 uzun_hawar] Herdu destên Mamo li ser rûpelên vekirî yên Tewratê, wî serê xwe jê rakir û hêdîka li me nihêrî. [3020 uzun_hawar] Hingê me dît ko rondik ko li ber roniya qels a çirê mîna libên lûlû dixuyan û diçirûsîn, ji çavên wî ber bi jêr dibûn. [3021 uzun_hawar] Kîn, hêrs, kerb û nefreta ko di vê kitaba miqedes de behs dibe, dîsan serî radike, xortino, ewî, bi dengekî ko kelegirî bû, gote me. [3022 uzun_hawar] Kîn, hêrs, kerb û nefreta ko hildiweşîne, dişewitîne, kavil dike û dikuje... [3023 uzun_hawar] Wî dê gotina xwe bidomanda, lê ji bo ko ew li nik me bideng negirî, ewî xwe ragirt. [3024 uzun_hawar] Piştî bîskekê, gava ewî agirê qelûna xwe geş kir û jê gurzek kêşand, li lewheyên dîwaran nihêrî, ewî xeberê gote me, [3025 uzun_hawar] Osmanî dê êrîş bibin ser hêzên Seîd Begê, pismamê Mîr û paşayên Osmanî, qasidên Padîşêh Mîr jî îkna kirin ko ew û hêzên mîrekiyê tev êrîşê bibin. [3026 uzun_hawar] Min nikarîbû xortina, min û çend aqilmend, şêwirmend û kurên Mîr, Têlî û Necîb, me kir-nekir, me nikarîbû rê li ber vê biryarê bigirta. [3027 uzun_hawar] Hîç nebe, Mîr diviya bêteref bima, xortina, lê nebû, Osmaniyan û berdevkên kevneperest ên mîrekiyê ko bi aqilê xwe yê kêm aqilmendiya Mîr dikin, rê nedan Mîr ko ew bikaribe biryareke din bistîne. [3028 uzun_hawar] Şûr û xencerên duban ên xwînî ko ji polayê nêrz û bi destê hesinkerên hoste çêbûne û ev çendek e, bi saya serê Mîr, di kalanê xwe de jengîn bûn, niha dîsan ji kalanan tên kêşandin, dîsan mam û birazî, xal û xwarzî radibin hev, dîsan daxwaza tolhildanê serî radike. [3029 uzun_hawar] Dîsan gotinên Tewratê dubare dibin, dîsan em ê neçar Tewratê dubare bikin. [3030 uzun_hawar] Mam Sefo weha gotibû û bêyî gotineke din li olana ko di dilê wî de vedida, zêde bike, rûpelên Tewratê vekirî hiştin, rabû ser piya, tevî cil û bergên nû ko em tênegihîştin ka çima ewî li xwe kiribûn, li ser sedirê dirêj pal da, lehîfa tenik kêşand ser xwe û bi gotinên nû ko min qalê kirin, di xew re çû. [3031 uzun_hawar] Çavê min ê kor dîsan dest pê kiribû û diêşiya û min bîr bi gotinên wî dibir; gotinên nû, nîşana heyama nû bûn. [3032 uzun_hawar] Dengê sûzenî û keserê ko li ser rûyê Yezdînşêrê matbûyî dikire qîrîn, di dawiya êrîşa keleha Seîd Begê de, tevî dengê şewat û hilweşînê, bi guhê min ket, – dengekî bêdeng, lê ji bo çavekî bîrbir tijî olan, ko ji wê rojê û pê ve, ez hertim lê difikirim. [3033 uzun_hawar] Di navbera bavikên Mîr û Seid Begê de, ji bo hukimdariyê, herwekî ko min qalê kir, hertim berberî hebû, lê wan berberiyên xwe, bêyî ko rahêjin çek û sîlehan, hertim bincil dikirin û hêrs û kerba ko hertim li doraliyên wan bû, bi hunera qedîm a eşiriyê, haş dikirin. [3034 uzun_hawar] Lê îcar rewş yekcar guherî bû, îcar bivê-nevê xwîn ê birijiya. [3035 uzun_hawar] Ji çend salan û vir ve, Seîd Begê ko keleha Dêrgulê mîna meqer bi kar dianî û hukim li deverên Erûx û çiyayên ber bi welatê Hekaran dikir, li hember hukimdariya dewleta Osmanî serî rakiribû û hew gotina wan bi cîh dianî û êdî ne bac dida dewletê, ne jî esker dişand ordiyê. [3036 uzun_hawar] Ev tevgera nû mîna sitriyekî dikete çavê dewleta ko ji Ewrûpa, Balkan û welatê Mixribê vedikêşiya; dewletê pêşketineke weha ne qebûl bû. [3037 uzun_hawar] Piştî ko Mîr jî gote erê û kete nava refên osmaniyan, mifrezeyên çekdar ên ordiya Osmanî ko bi rêberiya paşayekî bejndirêj, rûtirş û jixwerazî, bi navê Mihemed Paşa, gav bi gav hatin der û dorên Cizîrê jî. [3038 uzun_hawar] Pêşî zabit û berdestên wan, paşê paşa û berdevkên wan û bi dû re jî mifrezeyên çekdar û topên wan hatin. [3039 uzun_hawar] Esker ger peyatî û siwar di riya bejî re, ger bi kelekan, ji Diyarbekirê, bi riya çêm re hatin. [3040 uzun_hawar] Topên ko ga û bergîran dikêşandin, heyecaneke mezin li bajarê ko hema çi bigire hîç carekê jî tiştên weha ecêb nedîtibû, anî pê. [3041 uzun_hawar] Mifrezeyan li ber devê riyan ko di kêleka çêm re dibihurîn û li ber qûntarên çiyan ko bi qasî çend qonaxan ji bajêr bi dûr bûn, konê xwe vedan, alaya Osmanî daçikandin bilindahiyan û ji berbangan heta hingûran dest bi talîm û termînan kirin. [3042 uzun_hawar] Cîzîrê, axa welatê Botanê ko niha bi pêlavên zabît û eskeran û bi tekerên topan dihate hinciqandin, bêdeng û keserkûr li bûyeran temaşe dikir. [3043 uzun_hawar] Deverên şox û şeng ên Dîcleyê ko bi dengê bilûra şivanan û awaza dengbêjan tijî bû, niha bi dengê tivingan, bi nîda û marşên eskeran; axa reş û sor a bi bereket ko zeviyên nîsk, genim, garis û ce bû û payîzê zer, biharê hêşîn dikir, niha bi berikên vala û barûta şewitî ya tiving û topan tijî bû. [3044 uzun_hawar] Û ehlê bajêr ko bixizîn, ji her carê bêtir li kar û şixulên xwe yên rojane hûr dibû, da ko bala xwe ji bûyeran bide alî, dizanîbû ko ev tevger, ev hazirî û lebat li dijî birazî û xwarziyên wan bû. [3045 uzun_hawar] Lê hingê, di wan rojên tarî de, me nizanîbû ka me dê çi bikira, li mala ko jixwe tê de şîn hebû, yanî li mala Mam Sefo ko yekcar qulipîbû ser maleke bêdeng û kavil, bi rastî, şîn hate pê. [3046 uzun_hawar] Ji ber bextê me yê neçê, heye ko yê çê, şevekê, li ber destê sibeheke ronî û zelal, xanima Mam, diya Migo û Armê, Senemxanê ko ji mêj ve bû, ji hawîrdor xatir xwestibû, îcar ji dinyayê jî xatir xwest û wefat kir. [3047 uzun_hawar] Senemxanê ko herkes li benda wefata wê bû, di destpêka heyama nû ya kambax de, berî ko ew jî mîna me, bikeve ber pêlên xedar ên heyama nû, heye ko bi zanîn, di demeke baş de, xaça wê li stû, Încîla Nebî Îsa li ser sîngê, di jûreke tarî, lê di bin ronahiyeke qels a qendîlan de, bêdeng, bêxirexir, bêjan, bi rûyekî aram, di xewa şevan de, xweziya min pê, kete xewa ebedî û hemû xem û endîşeyên dinyê li pey xwe hîştin. [3048 uzun_hawar] Senemxana ko her, bi sebir û metanet, aliyê me hemûyan, mêrê xwe Mam Sefo ko heşê wî bêrawest li ser gerandina kar û şixulên mîrekiyê bû û jê re ji mêrekî bêtir hevalekî bû, zarokên xwe Migo û Arme ko bi delalî û nazdarî mezin bibûn û hertim naz û tîzê wan hebû, min, Biroyê sêwî ko li mala wê germahiya mal û malbatê dîtibû, kiribû, dîsan, lê îcar bi wefata xwe, gihîşte aliyê me. [3049 uzun_hawar] Senemxanê wesiyet kiribû ko Mam, hîç nebe ji bo cara dawîn, ji bo çend rojan, dest ji kar û şixulên mîrekiyê berde û wê bibe welatê bav û kalên wê û li deverên derya Wanê wê veşêre. [3050 uzun_hawar] Ev daxwaza Senemxanê ji bo me hemûyan bû hêncet ko me xwe ji tevger û bûyerên ko dihatin pê, bi dûr xista. [3051 uzun_hawar] Tu jî bi me re were, Biro, Mam, di nav cil û bergên reş ên alafrangî de, êdî rîhberdayî, zik lê werimî, li kitabxanê gote min, tu jî were, ez ditirsim ko tu li van deran, di van rojên aloz de tiştekî bînî serê xwe. [3052 uzun_hawar] Mam, mîna Migo û Heme ko hê jî ne diyar bû, rasterast nedigote ko ez tiredîn bûm, lê ew ji tiredîniya min ditirsiya û dil dikir ko ez jî pê re biçûma. [3053 uzun_hawar] Bi rêdana Mîr ko tevî ko hewcedariya wî di wan rojan de gelekî bi Mam Sefo hebû, di keleberbanga sibeheke biharê de, berî ko bajar hişyar be û esker dest bi zirtezirtê bikin, li ser hespan, bi komeke bi qasî bîst kesan, Migo û Arma reben ko yekcar ji xwe ve çûbû, bedena wê ya jar çilmisîbû û ji her carê bêtir hewcedarî germahî û şefqeta min bû, jî tê de, Mam Sefo ko îcar şal û şepikên fireh û belek ên welatê Mikusê li xwe kiribûn li pêş, ez, keya, çar egîdên çekdar ên botî ko bi nîşangeriya xwe nas bûn û lûlikên tivingên wan ên zîvhêlî li ber tîrêjên tavê dibiriqîn jî li doraliyên wî, Senemxana ko xweşik hatibû şuştin û dermankirin, di nav tabûteke gûzîn a dermankirî de diniviya, di nav erebeyeke girtî ya dêra ermen a Botanê de, li pey me, em bi rê ketin. [3054 uzun_hawar] Çûyina me bû geşteke dînî ya ermenan û li her cîh û gundê ko em tê re yan di kêlekê re dibihurîn û tê de ermen hebûn, dihatin nik kerwanê me yê biçûk, diçûn ser Senemxanê ko keça keşeyekî navdar ê hemû cemaeta ermenan bû, mîna ko ew li dora Meryem Xanê, dayika Îsa Mesîh bicivin, welê bi rêz û rêzdarî, li dorê diciviyan, destê xwe dibirin eniya xwe, xaç derdixistin û bi zimanê xwe ji Încîlê hedîs, nemaze hedîsa Hayr Mer dixwendin. [3055 uzun_hawar] Piştî rêwîtiyeke dirêj a bi qasî hefteyekê-deh rojan, em gihîştine Wanê, bajarê ko ji hezaran salan û vir ve, hertim paytextiya hebûna ermenan kiribû. [3056 uzun_hawar] Bajêr û hawîrdorên bajêr bihîstibû ko keça wan vedigeriya axa bav û kalan û wan haziriyeke mezin li dar xistibûn. [3057 uzun_hawar] Di danê êvareke hinekî hûnik de, ehlê bajêr, ne bi tenê ermen, tevî keşe û giregirên dêra ermenan, herweha kurd, tirk û cihû jî, tevî rêber û giregirên xwe, hatin pêşiya me û bêyî ko rawestin, wan em hildan û bi keştiyên biçûk ên Derya Wanê, em çûn girava biçûk a Axtamarê ko yek ji warên herî miqedes ên dinya file û ermenan bû. [3058 uzun_hawar] Ewana li wir, li kêleka dêra kevnare ko li ser girekî, ji kevirên reş û spî ava bûbû û mîna nikilê bazekî dixuya, ji bo Senemxanê, gorek vekolabûn. [3059 uzun_hawar] Mîna ko paşê hate serê min jî, Senemxan, piştî umrekî, dîsan vegeriyabû warê nas, warê ko însan bi hizûr serê xwe datîne ser axa wî ya reş. [3060 uzun_hawar] Piştî ko me Senemxan, bi hedîsên ermenî û bi gotinên ermenî mîna »hayr-vortî-hokîn-surp atsvaz« ko însan dikare bibêje, ew mîna bismillaha misilmanan bû, veşart, em vegeriyan Wanê û li wir man, lê belê heşê min her li ser welatê Cîzîra Botanê û bûyerên wê bûn. [3061 uzun_hawar] Çi diqewimî? [3062 uzun_hawar] Wan topan dest bi teqînê kiribûn, heke kiribin, dengê wan çawan bû? [3063 uzun_hawar] Tevî ko Mam, Migo û Armê bi israr xwestin rê li çûyina min bigirin, dawiya dawîn, piştî çend heftan, ez hew hewiyam, ruhê min ê dîn îsyan kir û di êvareke zelal a heyveronê de ko heyv qulipîbû ser siniyeke zîvîn a mezin û gulover û dinya di nava ronahiyeke helesor de hiştibû, min ew û kesên din li cîh hiştin, yek bi yek ji wan xatir xwest û dîsan li hespê xwe yê kihêl ê belek siwar bûm, mecîdeyên min ko Mam Sefo dabûn min di bêrîka min, teyrê min ê tawis di stûyê min û xencera min a zîvhêlî di pişta min de, min berê xwe da Cizîra Botana xopan. [3064 uzun_hawar] Çaxê ez di rojeke gelekî germ de, piştî nîvroyan, gihîştim deverên Cîzîrê, tiştê yekemîn ko bala min kêşand, bêdengî bû; ne meqerên eskerî li hawîrdorên bajer mabûn, ne jî topên wan, ne şivan û gavan dixuyan ne jî kerî û garanên wan ko hertim li dora bajêr diçêriyan. [3065 uzun_hawar] Bihar diqulipî ser havînê, tîrêjên tavê û tîneke boş hawîrdor dikizirand û zevî û giyan ko kirasê xwe yê biharê ji xwe kiribûn, zer dikirin. [3066 uzun_hawar] Tavê zora darên çilo, spîndar, çinar û tûyê ko geh li vir, geh li wir, lê her li qiraxên çêm mîna neqşên xalîçeyeke rengîn dixuyan, biribû û dar sist bûbûn, pelan stû xwar kiribû. [3067 uzun_hawar] Ji bilî çend qijikên tiral ko bi dengê xwe yê bed bêdengiya hawîrdor xira dikirin, çu teyr li asimên nedixuyan. [3068 uzun_hawar] Heye ko ji min re welê dihat, lê her tişt, sist, sext û bêdeng bû, bêguman heke ez gulberojkên balbilind ko xelkê çandibûn û bi maxrûrî û xurtî xwe dabûn ber tavê, nehesibînîm. [3069 uzun_hawar] Li taxên derveyî bajêr jî jin, zarok û pîrejinên ko li ber deriyan, li hewş û kuçeyan dixuyan, bi gavên bitevdîr tevgera xwe girêdidan, bêyî ko ew bixwazin balê bikêşînin ser xwe, bitevdîr li ber çavan winda dibûn. [3070 uzun_hawar] Bêdengiyê perda xwe rakêşandibû ser bajarê qedîm ko bi hezaran salan her û her warê dengan bû. [3071 uzun_hawar] Li bajêr ez hîn bûm ko hêzên osmaniyan, bi alîkariya hêzên Mîr û hin begên din ên kurd ko ji kavilkirina gundên Seîd Begê bigire heta vegirtina rê, qonax û şikeftan da ko hêzên Seîd Begê nikaribin herin û werin, bi hemû şixulên berdestiyê rabûbûn, zora Seîd Begê biribûn û ewî, tevî malbat û kumandarên wî, ji keleha Dêrgulê, bi saxî, derxistibûn. [3072 uzun_hawar] Lê tevî ko êdî ehlê li dora Mîr vedigeriyan bajêr, Mîr hê konê xwe ko li qada şer hatibû vegirtin, ranekiribû û venegeriyabû. [3073 uzun_hawar] Roj, ne roja rawest û bîhnvedanê bû, tafilê min hespê xwe yê dilsoz ko ji riyeke dûr, li serê jî kesekî mîna min ko bi qasî topeke osmaniyan giran bû, dihat û gelekî westiyayî bû, li axura Mam Sefo guhert, heqîbên xwe danîn malê û hespekî zînde û çîkî boz ko seyisan ji tawlê derxistibûn, zengo kir, bêyî ko ez herim nik heybetpilinga xwe ko ji ber xirecirên qewimî, min çendeke dirêj nedîtibû, min ber bi keleha Dêrgulê da rê. [3074 uzun_hawar] Danê êvarê bû, tava ko dinya bi agirê dûjehê qelandibû, hedî hêdî, li pey zeviyên boş ên deştê diçû ava. [3075 uzun_hawar] Li rê ez pêrgî gelek kesên ko ji seferê vedigeriyan û gelekî westiyayî dixuyan, hatim. [3076 uzun_hawar] Sefer bi serfirazî kuta bûbû, lê kesên ko ji seferê dihatin, mizafer nedixuyan û çu tişt nedigotin. [3077 uzun_hawar] Bi tenê ev gotin ji devê wan derdiket; [3078 uzun_hawar] Dêrgul dişewite. [3079 uzun_hawar] Min hespê xwe rakir çargaviyê û dewsa ko ez ber bi gundê ko Mîr konê xwe li kêlekê vedabû, min xwe da ser riya kelehê. [3080 uzun_hawar] Hingê, gava xelk ji wir, bêyî ko li paş xwe binihêre, gavegav, vedigeriya û ez ber bi kelehê diçûm, Tewrat û ew rûpela ko Mam vekiribû kete bîra min. [3081 uzun_hawar] Heke bê bîra we, min ji we re behsa wê berbanga kirêt ko Mam xebera vegirtina keleha Seîd Begê gîhandibû me, kiribû, berbanga ko Mam rûpelên Tewratê vekiribû û paşê di xew re çûbû. [3082 uzun_hawar] Dotira rojê, çaxê Mam dîsan çû nik Mîr, ez vegeriyam kitabxanê nik masê û min li rûpela vekirî nihêrt. [3083 uzun_hawar] Bêyî ko Mam pê bizanibe, ewî rûpelek vekiribû ko tê de sûretekî mezin ê neqişandî hebû. [3084 uzun_hawar] Di sûret de zilamekî û sê jin hebûn, zilam û du jin li çoleke beyar dimeşiyan û li pey wan jî bajarekî fireh dişewitî. [3085 uzun_hawar] Herçî jina sisiyan bû, ew, hinekî ji wan dûr, rûyê wê ber bi bajarê ko jê dûman radibû, rawestabû. [3086 uzun_hawar] Ew, Lût, jina wî û herdu keçên wî bûn ko bi ser daxwaza Xwedayê alemîn, berî ko bajar bi barana agir û xweliyê bişewite, dev ji bajarê Sodomê berdabûn û ber bi devereke din diçûn. [3087 uzun_hawar] Lê li rê, tevî ko ji wan re hatibû gotin ko ew ê neziviriyana û li bajarê şewitî nenihêrtina, xanima Lût serê xwe zivirandibû, li bajêr nihêrîbû û di cîh de bûbû kevir. [3088 uzun_hawar] Niha jî ez, bi meraqa xanima Lût, ber bi keleha şewitî ko herkes, bêyî ko bizivirin û lê binihêrin, jê direviya, diçûm, lê min nizanîbû ka ez gunehkar bûm an ew. [3089 uzun_hawar] Berî ko ez bigihêm kelehê, dengê topên osmaniyan xebera agir û şewatê gîhandine min. [3090 uzun_hawar] Min dengekî welê toq, tijî xof û saw, di hemû heyata xwe de, çu carê nebihîstibû. [3091 uzun_hawar] Tevî ko deng ji dûr dihat, ewî bi olana xwe hemû hawîrdor vedigirt û her çi zindî bû, teyr û rawir jî tê de, ditirsand. [3092 uzun_hawar] Û çaxa keleh li ber çavê min xuyabû, ez li ser hespê xwe veciniqîm; keleha ko li ser bilindahiyên herî jor ên zinaran ava bûbû û mîna hêlîneke teyrên êlo dixuya, bi rastî jî dişewitî û gulokên gur ên agir ber bi asiman bilind dibûn. [3093 uzun_hawar] Ro çûbu ava, êvara ronî daketibû û di êvarê de ronahiya agirê keleha Dêrgulê hawîrdor qulipandibû ser berbangê. [3094 uzun_hawar] Osmaniyan topên ko bi tenê bi hesp û bergîran dikarîbûn bên kêşandin, hilkişandibûn jor, herdu milên bilindahiyên zinaran û ji wir keleh gulebaran dikirin. [3095 uzun_hawar] (Paşê min bihîst ko kurdan ew top hilkişandibûn jor.) [3096 uzun_hawar] Mîr û begên kurdan ko çu carê nikarin bi bayebilindiyeke mezin, mîna dewlet û hukimdariyê rabin, qîma xwe hertim bi hin payebilindahiyên biçûk tînin. [3097 uzun_hawar] Seyd û nêçîrên gumreh, dengbêjekî ko hem dengê wan hem jî denge tarîxa wan e, mêvanperwerî, dawet û dîlanên ko li ser zimanan e, ji bo wan payebilindî ye. [3098 uzun_hawar] Herweha keleheke asê, qehîm û maxrûr ko di bilindahiyên herî asê yên zinar û çiyan de ava bûye û li milekî tirsekê dide ehlê navçê û li milekî jî xurtî û esaletekê nîşan dide. [3099 uzun_hawar] Keleha Dêrgulê ko esalet û payebilindiya Seîd Begê bû, niha bi topên osmaniyan dihate hilweşandin û jê agir û dûman digihîşte heft qatê asimanan. [3100 uzun_hawar] Bêguman bi alîkarî û rêdana mîr û begên din ên kurdan ko hê nizanîbûn ko ew top ê rojekê di zikê kelehên wan de jî biteqiya. [3101 uzun_hawar] Topan kevir li ser kevirê Dêrgulê nedihîştin, bêguman li ser daxwaza Mîr jî, ko ne ewî, ne jî me, hê nizanîbû ko lilûyên wan topan ê rojekê biziviriyana ser payebilindahiya Mîr, keleha Ewrexê jî. [3102 uzun_hawar] Dêrgul dişewitî, lê gelek kesên ko di kelehê de bûn, xwe spartibûn çiyan, der û dorên şikeftên ko di eynî wextê de hêlînên teyrên dirende bûn. [3103 uzun_hawar] Ez ê, heke Yezdane Dilovan taqetê bide min, di şevbuhêrken me yen bê de, bi dirêjî behs lê bikim, lê belê, min dil heye, niha, bi tenê hewqasî ji we re bibêjim, ko çaxa ez pergî çend kesên ko ji kelehê reviyabûn, hatim û ewana ez nasîm, tafilê wan ez hildam û em, peyatî, çûn ser zinarê herî bilind ê hemû navçê, nik hevale min Yezdînşêr, xwarziyê Seîd Begê ko êdî dîl ketibû û li ser riya welatê xerîbiyê bû. [3104 uzun_hawar] Yezdînşêrê ko bûbû peyayekî gelekî çeleng ê bejndirêj, pozberan û simbêlqeytan ko li ser beden û rûyê wî çu eybên mîna eybên beden û rûyê min û Mîgo nedixuyan, li wir ko hemû navçe mîna bergehekê jê dixuya, li ber devê şikeftekê, li ser kevirekî rûniştibû û li keleha ko jê agir radibû û bi bayê êvarê ko nû dest pê kiribû, mîna cinawirekî xwe li ba dikir, dinihêrî. [3105 uzun_hawar] Çavê wî bi min ket, lê ewî ne xwe livand, ne jî rabû ser piyan û ne jî tevgereke din anî pê. [3106 uzun_hawar] Awirê rûye wî çi bû, min jê dernexist, lê çavê wî her li ser gulokên êgir bû. [3107 uzun_hawar] Bêdengiyeke zîz li dar bû, ez bi hedîka çûm nik wî, kesên li doralî ko mîna wî bêdeng bûn, cîh vekirin, ez li kevirê kêleka wî rûniştim, mîna wî min jî çogên xwe kêşandin ber sînga xwe û li jêr, li keleha ko hew payebilindî bû û êdî dê di çîrok û rîwayetan de bima, nihêrî. [3108 uzun_hawar] Lê hîç ji bîra min naçe, hingê ew bêdengiya Yezdînşêr ko min jî baş nas dikir, agir bi ruhê min xist. [3109 uzun_hawar] Dîsan çavê min ê kor êşiya, disan dile min bû bi leyan. [3110 uzun_hawar] Dengê bêdengiyê, guhdarên min ên bisebir ko niha hûn ê hew gotina min bibihîsin, dengê bêdengiyê bi tenê ji aliyê kesên ko bi taya dengê bêdengiyê ketine, dikare were bihîstin. [3111 uzun_hawar] Niha, bi qesta cixare pêçan û avrêjanê, bi hênceta av, mewîj û bîhnvedanê, ez ê jî biçim, gelî guhdaran, biçim û bikevim nava pêlên dengê bêdengiyê. [3112 uzun_hawar] Piştî deng, pêjn, qîrîn, qîjîn, girîn, nalîn, xirexir, xirecir û teşqeleyan, rastiya heyatê, bêdengî ye; bêdengiya mirinê ko jê xelasî nîn e û bêdengiya ko bi haletên mirin û kuştinê hatiye pê û hew dikare ji kesekî din re bê gotin. [3113 uzun_hawar] Bêdengî mîna sêbera însên e, carina li pey însên, carina li pêş, hertim bi însên re ye û çaxa însan dikeve nava kûrahiyên bêdengiya mirinê, ew jî pê re winda dibe. [3114 uzun_hawar] Heye ko bêdengî carina ji însên bi dûr dikeve, heye ko însan carina ewê ji bîr dike, lê bi minasebeta hal û hewalekî însanî, ger kêf û henek, ger xizîn û keser, dîsan ew xwe bi bîr tîne û bêdeng diqîre; ez li vir im, ez li vir im... [3115 uzun_hawar] Niha, piştî ko min hewl da ko ez bêdengiya sar a ruhê sotî yê Yezdînşêr ji dewr û dewranên borî hilînim û bînim, bigihînim we û gewriya min a ji gotinê zuha niha bi taseke av dîsan şil, bi çend lib mewîj devê min tijî, di nav bayê bêdengiyê de, ez li fira hechecîkan difikirim. [3116 uzun_hawar] Fikir, heş, xeyal û xewn min hildidin û dibin nik hechecîkên reş û spî yên dûvçetel ko her bihar dihatin nik me, gundên me yên hêşîn û avî. [3117 uzun_hawar] Hechecîkên ko ji welatên germ ên çolê, ji axeke şewitî, ji devereke windabûyî dihatin welatê çiya û zozanan. [3118 uzun_hawar] Hechecîk, banê axuran, darên tûyê, darên hejîran. [3119 uzun_hawar] Pîrejinên ko bi misînan ava hechecîkan dixistin kortalên keviran. [3120 uzun_hawar] Hechecîk, zozanên bilind ên hûnik, dar û deviyên hertim hêşîn. [3121 uzun_hawar] Xan û kerwansarayên hewşfireh, kemerxwar. [3122 uzun_hawar] Co, gol, kahnî û bîrên kûr. [3123 uzun_hawar] Û çem, çemê Dîcleyê ko danê sibehan û danê êvaran tîrêjên zer [3124 uzun_hawar] ên tavê lê didan. [3125 uzun_hawar] Û hechecîkên ko xwe noqî ava wê dikirin. [3126 uzun_hawar] Hechecîk û dengê wan, vîçevîç, vîçevîç, vîçevîç Dengê ko mûcîzeyekê tîne bîra însên. [3127 uzun_hawar] Bajarên kavil ko bi perdeyên wextê, Bi perdeyên xwelî û herî winda bûne Tê de ne nebat, ne heyat mane. [3128 uzun_hawar] Û ew, dengê wê, li ser girên ko li ser bajarên windabûyî hatine pê, Û vîçevîça wan. [3129 uzun_hawar] Keleheke şewitî û kavil ko di qelîşekên dîwarên wê de Êdî mar, dûpişk, marîjok û gumgomok çiv didin. [3130 uzun_hawar] Li maleke hilweşiyayî ko di eywanên wê de Giya bejn avêtiye. [3131 uzun_hawar] Di navbera kevirên bîra miçiqî ya hewşê de Kulîlkên rengîn hêşîn hatine. [3132 uzun_hawar] Û ew, dengê wê, vîçevîça wê. [3133 uzun_hawar] Dayiyek û zarokek. [3134 uzun_hawar] Ku li pey hemû dengên ko bi darbeya şûrê hatine birîn. [3135 uzun_hawar] Dengê wan, mûcîzeya ko hatiye pê. [3136 uzun_hawar] Dayik û zarok, di hembeza hevûdu de, li ser hev. [3137 uzun_hawar] Kadîn. [3138 uzun_hawar] Bîhna ka û pûşî. [3139 uzun_hawar] Bîhna xwînê. [3140 uzun_hawar] Pêşî deng, nalîn, axîn. [3141 uzun_hawar] Paşê çav, nêrîn. [3142 uzun_hawar] Birû, mijang, Bîbik. [3143 uzun_hawar] Di nav xwînê de. [3144 uzun_hawar] Birîn, xwîn, êş. [3145 uzun_hawar] Destê dê li ser rûyê zarok. [3146 uzun_hawar] Xwîn, bi tenê xwîn. [3147 uzun_hawar] Dest xwînê paqij dike. [3148 uzun_hawar] Lê dîsan xwîn. [3149 uzun_hawar] Lê deng jî, girîna zarok, axîna lêwik. [3150 uzun_hawar] Heyat, li pey her tiştî dîsan heyat. [3151 uzun_hawar] Darbeya şûr, mirin, xwîn û li heyatê veger. [3152 uzun_hawar] Tevî xwînê, çav vedibe. [3153 uzun_hawar] Carek, du caran. [3154 uzun_hawar] Perdeyeke reş, lê çilkeke ronahî, Ku di navbera reşahiyê re dixuyê. [3155 uzun_hawar] Reşahî, ronahî. [3156 uzun_hawar] Reşahî, ronahî, Mîna kelekeke li ser pêlên avê, Carekê ber bi reşahiyê, carekê ber bi ronahiyê. [3157 uzun_hawar] Lê hembêz, hembêza dayik a germ, a nerm, a boş. [3158 uzun_hawar] Hembêza şil ko jê xwîn diherike. [3159 uzun_hawar] Nefes, hilm, germahiya dayikekê. [3160 uzun_hawar] Tevger, pêşî dest, paşê mil, pî, ling, hemû beden. [3161 uzun_hawar] Bi hedîka, bi tevdîr. [3162 uzun_hawar] Tevger, carek, du caran... Kadîn, ka, axur, bêdengiya boş. [3163 uzun_hawar] Ne dengê pez, ne dengê însan. [3164 uzun_hawar] Tevger, di erdê re, di ser ka û pûşê re. [3165 uzun_hawar] Ber bi ronahiyê, ber bi deriyê vekirî. [3166 uzun_hawar] Li ber derî, li erdê, li ser piştê. [3167 uzun_hawar] Dayik û zarok, di hembêza hev de, Di nav xwînê de. [3168 uzun_hawar] Ronahî, tîrêjên germ ên tavê. [3169 uzun_hawar] Bîhn. [3170 uzun_hawar] Bîhna axê, giya, çîçek, rihan. [3171 uzun_hawar] Dar û ber. [3172 uzun_hawar] Bayekî sivik, Li hawîrdor, di nav çiqil û perên daran de. [3173 uzun_hawar] Li ser rûye qelişî, jêbûyî. [3174 uzun_hawar] Tîrêjên sor li ser rûyê ko bi xwînê sor. [3175 uzun_hawar] Asiman. [3176 uzun_hawar] Çîkî şîn. [3177 uzun_hawar] Tê de xêzên spî, mîna gulokên hirî Rojeke nû, ronahiyeke nû, nefeseke nû. [3178 uzun_hawar] Lê ne deng, ne hes, ne pêjn. [3179 uzun_hawar] Ne zar û zêç, ne jin û pîrejin, ne mêr û kalemêr. [3180 uzun_hawar] Ne dîk û mirîşk, ne berx û mî Hingê ew. [3181 uzun_hawar] Bi tena serê xwe, di ser daran re. [3182 uzun_hawar] Ber bi kahniya gund, ber bi avê. [3183 uzun_hawar] Xerîb, koçber, mêvan. [3184 uzun_hawar] Biçûk, nazenîn, narîn. [3185 uzun_hawar] Reş û spî. [3186 uzun_hawar] Dûvçetel. [3187 uzun_hawar] Lê ew, dengê wê. [3188 uzun_hawar] Vîçevîç, vîçevîç, vîçevîç. [3189 uzun_hawar] Hechecîk. [3190 uzun_hawar] Mûcize. [3191 uzun_hawar] Hingê dengê hechecîkê, dengê heyatê... [3192 uzun_hawar] Dengê dengbêjên ko hertim dengê methiye û pesnan e, hema çi bigire hertim bi şox û şeng e. [3193 uzun_hawar] Ne agir û tofan xema wan e, ne jî hilweşîn û felaket, ne derd û keserên însên, ne jî bêçaretî û bêgaviya xelkê ketî. [3194 uzun_hawar] Dengbêjên methiye û pesnan, dengê xwediyê xwe ne. [3195 uzun_hawar] Dîn û îmana xwediyan, dîn û îmana wan, gotin, kirin û qewlê xwediyan, yên wan e. [3196 uzun_hawar] Mîna heyva ko li dora dinyê, dinya ko li dora tavê dizivire, ew jî hertim di nav lingên xwediyan de çerx dibin. [3197 uzun_hawar] Wîcdan û merhemeta gotina wan bi qasî wîcdan û merhemata şûrê xwediyan e, heke şûr di kalanan de ye, dengê wan nerm e, heke şûr ji kalan kêşandiye, dengê wan jî mîna şûr tûj e. [3198 uzun_hawar] Heke hûn meraq dikin ka ez çima, piştî bîhnvedana me, van tiştan dibejim, divê ez bibêjim we ko ne bi tenê Seîd Beg, mal û xismên wî û keleha wî kete ber agirê osmaniyan, herweha dengbejên wî jî. [3199 uzun_hawar] Dengbêjên ketî û şikestiyan nîn in, heke hebin jî dengê wan nayê bihîstin. [3200 uzun_hawar] Ji ber ko çu kes naxwaze dengê ketî û şikestiyan bibihîse û li dengbejên wan guhdarî bike. [3201 uzun_hawar] Çîroka ko ketî û şikestî dibêjin, çîroka ketin û şikestinê ye ko bazara wê zahf kesat e. [3202 uzun_hawar] Ketin û şikestin pirî caran pêşî bêhêvîtiyek û paşê jî tirs û xofeke nediyar tîne pê ko ne bi tenê tevgerên civatekê, herweha ruhê kesên civatê jî vedigire. [3203 uzun_hawar] Qîrîn tên fetisandin, girîn rondikên xwe winda dikin, pirs tên veşartin, bedenên westiyayî sist dibin, derî bi hêdîka vedibin, însan bi endîşe tevgera xwe girêdidin û stêr bêdeng dirijên. [3204 uzun_hawar] Ez ji tecrubeyan dizanim; însan naxwazin bitirsin, naxwazin ketin û şikestinê bi bîr bînin, naxwazin heyata wan di nav tora xofê de bixeniqe. [3205 uzun_hawar] Tiştê bû, mekeve dû, bav û kalan gotiye da ko bîne bîra însên ko her tiştê qewimî ko tê de jan, keser, neheqî û bêbavî heye, li pey bimîne û bal û rû ne ber bi milê paş, lê ber bi milê pêş be. [3206 uzun_hawar] Ronahî ne li pey, lê li pêş e, herweha hêvî, serfirazî, bextiyarî û heyateke mesûd. [3207 uzun_hawar] Û xewn û xeyal ko însan çu carê bêyî wan nabe. [3208 uzun_hawar] Bi gotinekê, ez dikarim bibêjim, însan weha difikirin; tu dê ji bîr bikî da ko xewn û xeyalên xwe bi ser xî. [3209 uzun_hawar] Ji lewre, ez bibêjim we, dengbêjên methiye û pesnan ko bi şox û şeng, qala xwediyên xwe û heyatên wan ên mêrane, serpêhatiyên wan ên egîd, fikir û gumanên wan ên bêpayan dikin, ne dengbêjên bibîranînê, ji bervajiyê, dengbêjên jibirkirinê ne. [3210 uzun_hawar] Belê, Seîd Beg ko tevî bi qasî du sed însanên xwe, xwe spartibû kelehê, mal û malbata wî jî pê re, di navbera hezên çekdar ên osmaniyan de, şikestî, stûxwar, berê xwe da welatê xerîbiyê û çû. [3211 uzun_hawar] Bi dû çûyina wî re, wirde wirde, hem Seîd Beg, şewata keleha wî û çûyina wî, hem jî gundên ko hatibûn şewitandin, însanên ko hatibûn kuştin, ji bîr bû, heyat dîsan vegeriya ser qewlê xwe yê berê ko pirî caran bûyeren bûrî, ketin û şikestin tê de naxuyin. [3212 uzun_hawar] Dîsan ehlê Botanê di keleberbangên sibehan de hatin bajêr, kerwan ji bajêr veqetiyan, bayê spêdê yê hûnik di ser çiyayan re pişta dar û deviyan şeh kir, mîna her carê tîrêjên ko li pey çiyayê Cûdî serî hilda, li ser ava çêm ko her û her diherikî, leylan da, jinan li pey deriyan li mêrên xwe nifir kirin, pîrejinan li hewş û eywanan, ji bo neviyên xwe dua xwendin û dengbêjên ko dengê wan dihate bihîstin, strana xurtî û mêrxasiyê gotin. [3213 uzun_hawar] Wext ko mîna deryayê, ji pêlan tê pê, weha ye; pêlek dere, yeke nû tê. [3214 uzun_hawar] Pêl radibe, xurt dibe, baskên xwe tijî av dike, digihê qata herî bilind û ji nişka ve ber bi jêr dibe û hêdî hedî li qiraxên avê winda dibe. [3215 uzun_hawar] Lê çaxa ew winda dibe, yeke nû bilind dibe. [3216 uzun_hawar] Pêl tên, pêl derin, guhdarno, lê pirsa min eve ye; ka kîjan dengbêj dikare dengê pêlan bi guhdaran bigihîne? [3217 uzun_hawar] Dengbêjên methiye û pesnan ko dengê wan hertim bilind e û tê bihîstin? [3218 uzun_hawar] Dengbêjên ko di dengê wan de sûzenî, sextî û endîşe heye û dengên jibîrbûyî digihînin guhdaran? [3219 uzun_hawar] Di ser hilweşîna keleha Seîd Begê û kavilkirina navçê re bi qasî du salan derbas bûbû û însan, bi pirsên nû, endîşe û hêviyên nû, di nav tevgerên nû de bûn. [3220 uzun_hawar] Mîrekiya ko xelkê bawer dikir ko wê dê quweta xwe winda bikira, ji bervajiyê, hêz û quweta xwe bêtir kiribû û tixûbên xwe gîhandibûn deverên dûr ko bi çarmedorî digihîştin Mûsil, Şingal, Riha, Siwêreg, Wêranşar, Diyarbekir, Wan, Mikus, Şino, Wirmiye, Seblax, Rewandiz, Hekar û Sêrtê. [3221 uzun_hawar] Mîrê ko hevalbendê padîşahê Osmanî bû û bi şixulên Padîşêh ên şer û êrîşan radibû, di eynî wextê de pêwendiyeke xurt bi Şahê Îranê re jî danîbû û li milekî din jî bi beg, axa, şêx û mîrên din ên kurdan re jî xweş dikir û hukimdariya xwe geh bi gotina şêrîn, geh bi şûrê tûj li ser wan jî ferz dikir. [3222 uzun_hawar] Ewî aştiyek ko bi tayekî xav hatibû dirûn, anîbû pê û malbata Seîd Begê jî tê de, bi mal û malbatên jênexweş re jî pêwendiyek ava kiribû. [3223 uzun_hawar] Ya herî balkêş jî, ewî Yezdînşêr ko biraziyê wî di-hat, îkna kiribû ko Yezdînşêr jî bibe şêwirmendê wî û hertim pê re be. [3224 uzun_hawar] Bazarên bajêr û yên Cizîra Botanê zêde bûbûn, bazirganî bi pêş ketibû, kerwanên bêhejmar dihatin û diçûn, xwarin û vexwarin geş bûbû û halê xelkê jî, ji her carê bêtir, xweş bûbû. [3225 uzun_hawar] Çaxa hal û wextê xelkê li cîh be, bûyer hîn zûtir ji bîr dibin û herwekî ko tê gotin, kes xwe nade ber dîwarê ketî, lê herkes xwe dide ber dîwarê qehîm û kes êdî li tofana li rê nafikire. [3226 uzun_hawar] Herçî ez bûm, ji bilî mala Mam Sefo, min ji xwe re stariyek peyda kiribû; mala Apê Xelef. [3227 uzun_hawar] Apê Xelef, ew kalemêrê yezidî yê şên û zarşêrîn ko ez xwedî kiribûm û riya umrê min dabû ber min, li doraliyên Tiyarê, di nav zinarên asê û zincîra çiyan de, kulavê wî lehîfa wî, kumê wî bahlîfa wî, bilûra wî li hembêza wî, di bin xalîçeya stêran de, li tenişta şivanên ko li ber destê wî mezin bûbûn, serê xwe danîbû û çavê xwe girtibû. [3228 uzun_hawar] Ma şivanekî ko umrekî, mîna gotinên xwe, sade, lê bi gotin û serpêhatî gelekî dewlemend bihurandibû, dikarîbû ji mirineke weha ko di dilê tebiyetê de dihate pê, çêtir mirin bidîta? [3229 uzun_hawar] Heme ko êdî bûbû alîmekî navdar ê dînê îslamê û nav û dengê wî roj bi roj bêtir belav dibû, vegeriyabû Cîzîrê û qesreke biçûk ko bi kevirên reş ên Cûdiyê lêbûbû, ji cihûyekî botî ko koçî welatê Filistînê kiribû, kirîbû û tevî du jin û sê zarokên xwe li wir bi cîh bûbû. [3230 uzun_hawar] Heme ko li gora gotinan bi mildana şêxên neqşîbendî yên welatê Hekar û Şemdînanê, ji nişka ve bûbû dewlemend û xwedî pez, dewar, mal û milk, du jin, yek ji şêxên Medresa welatê Xerzan, yek jî xweha hevalê wî Kemaledîn ko bi me re hatibû gera me ya Mûsil, Bexda û Babîlê, lê li rê vegeriyabû, kiribû û ji niha ve bûbû xwediyê sê zarokan. [3231 uzun_hawar] Lê belê, çaxê me, piştî çend salan, cara yekemîn hevûdu li şîna Apê Xelef dît û em çûn rûyê hev, ewî, tevî ko şîn û tahziye bû, bi payebilindî, gote min ko wî dil hebû çar jinan bike û bi qasî bîst zarokan çêke. [3232 uzun_hawar] Heme ko mîna berê jar û zirav bû, xweha xwe Gulîzerê ko bi pitepita xwe ya ji bo zewacê guhê min biribû, lê her gava ko keys li min dihat, min memikên wê mîna ko ez porteqalekê bimêjim, dixiste devê xwe, biribû ba xwe, mala xwe ya mezin. [3233 uzun_hawar] Mala stûxwar ko xwediyê xwe winda kiribû û ez tê de, bi bîhna genî ya tir û fisên Heme mezin bûbûm, ji min re mabû û êdî bûbû mala min. [3234 uzun_hawar] Ma Heme ko navê xwe kiribû Hemeyê Malmîran û bi hemû şixulên madî û manewî radibû, dê mala neçar ko ji hev diket, çi bikira? [3235 uzun_hawar] Mam Sefo ko piştî wefata Senemxanê yekcar ketibû û guherîbû, tevî ko ew ji gelek tiştan nerazî bû, dîsan vegeriyabû ser karê xwe û hema çi bigire hemû wextê xwe li tenişta Mîr û li kitabxanê derbas dikir. [3236 uzun_hawar] Ewî şixulên xwe yên pere, mal, milk û bazirganî êdî teslîmî Migo kiribû û bala wî ji mal û milkên dinyayê bêtir li ser kitab, xwendin û gotinên ko di nav rûpelên kitaban de, mîna wî bêdeng, dinivistin, bû. [3237 uzun_hawar] Ez jî, em dikarin bibêjin, bûbûm keyayê Migo û bêyî ko ji hal û hewalê malê dinyayê tiştekî fahm bikim, hertim pê re bûm û çaxa hesab, hatin û çûyinê bîhn li Migo diçikand, min jê re çend stranên Apê Xelefê rehmetî ko qala bêrîvanên bedenşox û memikgewher dikirin, digotin. [3238 uzun_hawar] Min mala xirbe hinekî da hev, li ber derî, ew du sê darên bilind ên çamê ko xênî dalde dikirin, birîn, mîna şaneşîna kitabxanê, ji kevirê reş û textê spîndaran şaneşîneke fireh ko dirêjî çêm dikir, da çêkirin, axura teniştê ko êdî bi kêrî tiştekî nedihat, bi paqijiyeke serast, qulipand ser mêvanxaneyekê û çi bilûr, tembûr, saz, erbane û alavên din ên gotin û lêxistinê yên min û yên Apê Xelef hebûn, hemû xistinê, mezelê min û Heme jî kire mezelê razanê, bi kerpîçan bilindahiyek ko bi eywanên malên Mûsilê dişibiyan, da çêkirin û çûlê xwe yê hûnandî yê rengîn û doşega xwe ya hirî li serê raxist. [3239 uzun_hawar] Cîhê razanê girîng bû, ji ber ko ez piraniya caran ji bo xewn, xeyal û çêkirina stran û şiîran diketime nav nivînan. [3240 uzun_hawar] Nivîn êdî warê min ê xewn û xeyalên Gulîzer, Armê, keç û jinên têkel ko min li Mûsil û Bexdayê nasîbûn û gotin û stranên ko min niha ji her carê bêtir dixwest li hev bianiya û jê hunereke bedew afiranda, bû. [3241 uzun_hawar] Xwendina min, kitabxana Mam Sefo, ger û geştên min, sûtalî û tolaziya min, avahiyên xirbe ko bala kesî nedikêşandin, kal û pîrên piştxozîk û diranketî ko kesî li gotina wan guhdarî nedikir, çolên qiraç ko muhtacî dilopeke avê bûn, golên ko di nav çiyan de xwe veşartibûn, zeviyên ko di bin tava germ de stû xwar kiribûn, xanên gemarî ko tê de însan û mişk bi hev re diniviyan, gundên birçî ko dûkel û ardûyên wan vemirîbûn, qonax û malikxaneyên şewitî ko hew bala kesî dikêşand, hewş û eywanên fireh ên dêrên qedîm ko tê de çêla ders û tecrubeyên bi hezaran salan dibû û ew hemû însan, seyda, feqe, keşe, metran, şivan, mîr, beg, diz, qeşmer, kedxwar, zordar, parsek, sextekar, neçar, feqîr, pîr, durû, dilsoz, bayê destê sibê ko strana tofan û afatên herî kevn ên însaniyetê hê jî digotin, berf û baranên ko hukimdariya kayînatê bi bîra însên dixist, mar û marîjokên ko li pey medeniyetên kevnare mabûn, hemû bi hev re alîkariya min kiribûn da ko ez bibûma însanekî xwedî ders û tecrubeyan. [3242 uzun_hawar] Lê ez hê jî însanekî bêkar, bêşixul û bênav bûm. [3243 uzun_hawar] Herçiqas min ji kesekî din re negota jî, mîn nav, şan, şoret, afirîn, berhem û şixulê hûnandin û lihevanînê diviya. [3244 uzun_hawar] Ez dengbêj im, bi tenê dengbêj, min di nava nivînan de, ji xwe re digot, ne tiştekî din, ne tucar û bazirgan, ne esker û şervan, ne alîm û şêwirmend, ne beg û mîrzan, ne jî şivan û gavan, bi tenê kesekî ko bi dengê xwe, bi gotina xwe diafirîne, bi gotinê dijî, bi gotinê radibe. [3245 uzun_hawar] Lê ne mîna dengbêjên şox û şengê ko li pey kêf û henekan in, mîna dengbêjekî ko dikare bi alîkariya gotinê jana çavê xwe yê kor û birîna ruhê xwe yê şikestî derman bike. [3246 uzun_hawar] Di wan rêwîtiyên xwe de, çaxa ez di nav deng û pêjnên dewr û dewranên windabûyi de, bêyî çu hedef û armancê, digeriyam, min bîr bi tiştekî bir; tenêtî. [3247 uzun_hawar] Tenêtiyeke kûr, qehîm û dûr diviya da ko însên bikaribiya bibihîsta, bijiya û biafiranda. [3248 uzun_hawar] Tenêtî ko ji bo însanên me yên kom û eşîran, tiştekî zahf xerîb bû, kozeke agirê manqelê bû ko hunermend diviya bi destên xwe pêgirta. [3249 uzun_hawar] Deng, yanî dengê sade, zelal û rast ko dengbêjekî hêja hertim diviya, di nava bêdengî û tenetiyê de nezîkî li însên dikir. [3250 uzun_hawar] Bêguman ne bangê hemû dengbêjan yek bû, ne jî dengê wan mîna hev bû, lê dengbêjî ne bi tenê deng û hunera awazê bû, jê re xîretek ko her berdewam bû, sebatek ko tevî her zehmetî li dar bû, metanetek ko dikaribû xwe li ber her tiştî rabigirta û hêzek ko tevî hemû mûsîbetan dikarîbû biafiranda jî diviya, da ko dengbêj bikaribiya riyeke xas bida ber xwe û nemiriyek ji dengê xwe biafiranda. [3251 uzun_hawar] Çu baweriya min bi dengbêjên ko berdevk bûn û nikaribûn riyeke xas bidana ber xwe, nîn bû, ji lewre jî min tenêtiyeke kûr, dengekî xas, riyeke taybetî û awaz û gotineke cihê diviya. [3252 uzun_hawar] Gotinên pak û germ, şêweyekî nû û cihê, çêl û qalên balkêş û lihevhatî, zimanekî nû yê sade, tazî û ji şox û şengan dûr, ko gotinên wî li bêjing û seradan ketine, ko tê de şopa hûnandineke xurt diyar e, tê de dengê fikir, guman û wicdane hertim tê bihîstin... min ev xusûsiyet diviyan. [3253 uzun_hawar] Qewlê min, ez bawer im, hê di zaroktiya min de, bi ders û şîretên Apê Xelef, diyar bû; ez ê nebûma darek ji darên daristanekê, lê ez ê bibûma dara tûye ya qehîm a qiraxên çemê Dîcleyê ko şahidî li pêwendî, bûyer, qeder û gotinên têkel dikir û jê, ji bo nêrevan û guhdarên giranbuha, ders û tecrubeyek diafirand. [3254 uzun_hawar] Ders û tecrubeyeke nû, lê di eynî wextê de mîna çiyayê Cûdiyê, çiyayekî ji zincîra çiyan. [3255 uzun_hawar] Gotina min û cûreyê vegotina min diviya sade û zelal bûya. [3256 uzun_hawar] Lê sadebûn û zelalî ne şixulê herî hêsan ê dengbêjekî bû, ji bervajiyê, heye ko şixulê herî dijwar bû, ko jê re zanîn, huner, quwet û sebir diviya. [3257 uzun_hawar] Heta ko dengbêj her tişt û hemû xirecirên rojane li pey xwe nehişta û neketa nav kûrahiyên dengan, nav kitekitên bûyer û pêwendiyên aloz û têkel, çu carê ewî nikarîbû xwe bigîhanda gotineke sade û dengekî zelal. [3258 uzun_hawar] Dengbêj diviya jê çi dihat, texsîr nekira, ne zexelî, ne jî sistî, her û her lêhûrbûn, lênêrîn, afirîn û gotin. [3259 uzun_hawar] Careke din, careke din, ji nû ve, bi awayekî nû, bi şêweyekî cuda, heta ko dengbêj bibûya dengbêj, yanî hosteyê gotinê. [3260 uzun_hawar] Ez hîn bûbûm; gotin dikarîbû best, hest, kel û hîsên însanî bigîhanda însanan, lê gava gotin bi şêweyekî sade li hev hatibûya, bi awayekî zelal bihata gotin. [3261 uzun_hawar] Guhdarno, yek ji dersên hemû heyata min eva hanê ye; gotina ko di xizmeta însên de ye, dikare xapînok be, deng dikare însên bixapîne. [3262 uzun_hawar] Gotin dikre, ji ber şert û mercên doralî, gelek tiştan li xwe qedexe bike. [3263 uzun_hawar] Gotina xav û nekemilandî ko ger bi niyeteke çê, ger neçê tê gotin, dikare daxwaza herî xweş a însanî jî têk bibe, dengê ko ne ji dil, lê ji ber rewşê tê gotin, tevî ko ew çêla hîs û xwestekên herî însanî jî bikin, dikare dinyayek ji derewên pûç raxîne ber çavan. [3264 uzun_hawar] Tu dê çawan li bilûre bixînî, tiliyên te dê bi çi ahengî li ser qulên bilûrê bigere, tu dê têlên tembûrê bi çi şêweyî bînî zimên, tu dê ji kîjan gotinan dengên çawan biafirîni? [3265 uzun_hawar] Tu dê di nav perdeyên deng û awazê de çawan bi hostehî bigerî? [3266 uzun_hawar] Tu dê yekîtiyeke têkûz û qehîm di navbera dewlemendiya gotinan, hunera gotineke nû li ser hîmekî kevnare, pergala lihevanîna wan, ahenga gotinê, hûnandina wan û ûslubê de çawan bînî pê? [3267 uzun_hawar] Hunermendiyeke hêja ko nabe koleya şert û mercan, bersîva van pirsan ji we dixwaze, gelî guhdaran. [3268 uzun_hawar] Ji lewre ez li mezelê xwe yê xewê ko êdî ne bi bîhna tir û fisên Heme, lê bi bîhna xwîdan û avikê tijî bû, di nav nivînên xwe yên gemarî de dirêj dibûm, piraniya caran dest û tiliyên min di nav şeqên min de, min gunik difirkandin û ez diketim kûrahiya haletên însanî û li dengan, li gotinan, li şêwe û çeşnên lihevanîna wan difikirîm. [3269 uzun_hawar] Rojekê ko dinya êdî ber bi biharê diçû û hewa, mîna ko ew henekên xwe bi însen bike, di rojekê de heye ko bîst caran xwe diguherand, ji xunaveke boş, tafilê diqulipî ser taveke germ, danê êvarê, ez çûm mala Mam Sefo ko bangî min kiribû. [3270 uzun_hawar] Mala ko hertim jê dengên têkel dihatin, niha bêdeng bû û zarokên malê Migo û Armê çûbûn welatê jor. [3271 uzun_hawar] Migo tevî keriyekî pezê mêşîn çûbû Mikusê û ewî xweha xwe jî bi xwe re biribû da ko ji wir ew biçûna welatê Wanê, nik xismên xwe yên xalan û dayika xwe ko li wir diniviya, ziyaret bikirana. [3272 uzun_hawar] Gava ez gihîştim malê, qata jor, warê me hemûyan kitabxanê, Mam Sefo li ser sedirê xwe, şal û şepik lê, li ser sînga wî kitabeke qalin a vekirî ko berbixûn bû, çavên wî girtî niviyabû. [3273 uzun_hawar] Bi ketina min a hundir ew hişyar bû û xwe da hev, rabû ser piya. [3274 uzun_hawar] Por, simbêl û rîha wî êdî spî bûn, fera ko hertim li ser bîbikên çavên wî bûn, niha tefiyayî bû û tevgera wî, li gora bedena wî ya girs, girantir bûbû. [3275 uzun_hawar] Were Biro, ewî gote min û çû deriyê şaneşînê vekir, were kurê min. [3276 uzun_hawar] Baran sekinîbû û taveke helesor lê dabû, bîhna axa şil ko ji hawîrdor difûriya, heta ber difnên me dihat. [3277 uzun_hawar] Mam Sefo ko ji bervajiyê ehlê Cizîra Botanê hîç tiştekî ji bîr nekiribû û ji jibîrkirinê nefret dikir, heyama nû ko aram û sakîn dixuya, mîna rojên sakîn ên beriya tofana Nebî Nûh didît û hertim gotina xwe dubare dikir da ko em bi tevdîr bûna. [3278 uzun_hawar] Lê îcar ewî ji bo tiştekî din bangî min kiribû. [3279 uzun_hawar] Piştî ko çay hat û me çaya xwe vexwar, ewî qelûna xwe bi titûneke zer a veçirî dewisand, ew pêxist û jê gurzek, du gurz kêşand, gote min, [3280 uzun_hawar] Kurê min, piştî çend rojan Newroz e, bi hênceta Newrozê, Mîr şênahiyên gumreh li dar dixîne da ko dost jî, dijmin jî bibînin. [3281 uzun_hawar] Şeva Newrozê, di qesra Mîr de, du tişt têne pê, yek, Mîr û mîr, beg û giregirên hemû welêt ê li Birca Belek şîva êvarê bixwin; dudo, li xanê jî şevbuhêrkeke dengbêjan li dar dikeve. [3282 uzun_hawar] Ez dil dikim, tu jî li wir bî. [3283 uzun_hawar] Mamo, min gotê, carek, du caran kuxiyam, jê hinekî bi dûr ketim, çûm li bin lewha teyrê tawis sekînim û min gotina xwe domand, te dît, bav û kalan gotiye, bêyî şêx û pîr mere dîwana mîr. [3284 uzun_hawar] Min ne şêx hene, ne jî pîr, ez rebenê Xwedê çi bikim, çawan herim dîwana Mîr? [3285 uzun_hawar] Biro, kurê min, dev ji henekan berde, eve, ne bi tenê daxwaza min e, şeva berê, li qesrê, di hizûra cimatê de, Mîr tu û hal û hewalê te ji min pirsî. [3286 uzun_hawar] Ewî tu, cara yekemîn, di şeveke Newrozê de dîtiye û dixwaze dîsan di şeveke Newrozê de bibîne. [3287 uzun_hawar] Ew ê jî bê şevbuhêrkê. [3288 uzun_hawar] Ew dil dike ko tu li wir bî. [3289 uzun_hawar] Min hew dikarîbû tiştekî bigota û ez ê neçar biçûma şevbuhêrkê. [3290 uzun_hawar] Tirsa min ji şevbuhêrkê nîn bû, lê heke tiştekî bihata xwestin, min ê li wir çi bigota? [3291 uzun_hawar] Bi minasebeta Newrozê, sê roj û sê şevan ehlê Cizîra Botanê kêf kir, xwar, vexwar, govend girt û her celeb şênahiyên welêt li dar xist. [3292 uzun_hawar] Sifreyên ko bi sedan kes, li pey hev, lê rûdiniştin û jê radibûn, tevî her texlîd xwarinên Cizîra Botanê, hatin raxistin, zarokên ehlê misilman, hatin sinet kirin, dawet û dîlan li dar ketin, mahra xort û keçên xama hatin birîn û roja dawîn, êvarê, li xana qesrê, şevbuhêrkeke dewlemend a dengan hate pê. [3293 uzun_hawar] Xana qesrê di binê malikxana mîrzayên malbata ezîziyan, yanî malbata Mîr bû û li gora gotinê, mîrza Bengîn ko di çîroka Memê Alan de, birayê Zîna Zêdan bû, ew ava kiribû. [3294 uzun_hawar] Xana ko di nav kelehê de, ji bo mêvanên mîrekiyê hatibû ava kirin, rasterast di bexçê re xwe digîhand çêm û kesê ko bixwesta, dikarîbû di ser çêm re jî, bi qayik û kelekan bihatayê. [3295 uzun_hawar] Xan bi kemeran lêbûbû û her kemerekê mîna mezelekê hatibû raxistin. [3296 uzun_hawar] Mîna ko însan li hemamê bûya, deng li wir perde bi perde bilind dibû, olan dida û heye ko ji ber vê yekê dengbêjan ê şevbuhêrka xwe ya Newroza wê salê, li wir, li dar bixista. [3297 uzun_hawar] Min cil û bergên xwe yên herî nû û paqij ko bi destê hurmeyên mala Mam Sefo hatibûn şuştin, li xwe kirin, simbêlen xwe badan, ew bi rûnê behîfê biriqandin, girêkeke qehîm avête doxînê, xwe da hev û ez bi rê ketim, çûm qesrê, nik Têlî ko li medresa qesrê li hêviya min bû. [3298 uzun_hawar] Têlî ko mîna min bejndirêj bû, lê ne mîna min ji çavekî, ji herdu çavan kor bû, mîna mamê xwe Salih Beg, bûbû seydayekî temam. [3299 uzun_hawar] Em bi hev re daketin jêr, xanê. [3300 uzun_hawar] Tevî ko êvarê hê nû dest pê kiribû, hema çi bigire xan tijî bû û her komeke dengbêjan mezelek vegirtibû, lê li gora qewle cîhê edebê. [3301 uzun_hawar] Li welêt mîr hebûn, beg, axa, şêx, alîm, milkdar, bazirgan, keya, rîspî û giregir hebûn. [3302 uzun_hawar] Dengbêj, çîrokbêj, bilûrvan, sazbend, qasid, berdevk û qeşmerên wan hebûn. [3303 uzun_hawar] Herkes diviya di meclîs û dîwanan de, di şevbuhêrk û civatan de li gora cîhê xwe yê edebê rûnişta. [3304 uzun_hawar] Xana Mîr ê wê şevê li gora qewlê cîhê edebê ko seyis û keyayên qesrê bi rê dixistin, ji dengbêj û tembûrvanên navdar û xwedî huner ko ji her aliyên welêt hatibûn, heta sibehê, bi dengên wan bigeriya. [3305 uzun_hawar] Ez, Têlî û du peyayên pê re, em çûn mezelek ko pîr û feqîrên êzidiyên welatê Serhedê lê rûniştibûn. [3306 uzun_hawar] Êzidiyên rîhdirêj, cilspî û libasdirêj, tevî def, erbane, bilûr, saz û tembûrên xwe, rûniştibûn û hêdîka qewlên xwe, mîna stran digotin. [3307 uzun_hawar] Şîv hatibû xwarin, şerbetên têvel û ava hinaran hatibû vexwarin, sifre rabûbû û dor hatibû gotinê. [3308 uzun_hawar] Gotin, kilam û stran mezel bi mezel digeriya, ji yekî vediguhezî yekî din û her mezelê ko gotin werdigirt, bi deng, awaz û ûslubên heremên xwe, carina bi dengê dengbêjekî, carina bi dengê komê, geh bi stran, geh bi çîrok, rengekî nû dida gotinê, ew dixemiland, bi qasî çendekê digot û paşê dewrî mezelê teniştê dikir. [3309 uzun_hawar] Her tiştê ko ji bo stranekê diviya, ji seyd û nêçîrê bigire heta şer û pevçûnê, ji evîn û sewdayê bigire heta dexesî û hesûdiyê, her tişt di nav gotina ko digeriya de hebû. [3310 uzun_hawar] Salixdan, lihevanîn, pesn û methiye tijî bûn. [3311 uzun_hawar] Yek bi straneke Beriya Mêrdînê radibû û digot, [3312 uzun_hawar] Paşil tûştirê û kemal keroşkê Bisk bi têlê û pêşmal şînê Ser bi zêrê û diran sedefê... Di nava serê wê de çil û şeş kezî ne Tiliyên xwe ji mûm û şimayê birîne [3313 uzun_hawar] Yekî din ji mezelê teniştê gotinê werdigirt, berî ko dest bi stranên heremên xwe bike, ji bo nîşandana hunermendî, jîrî û zanîna xwe, strana ko dihate gotin, didomand. [3314 uzun_hawar] Siphan ji Xwedê re Tu dibêjî, newqa xwe ji keroşkê û çavên xwe ji xezalê dizîne Xurmîn dikeve toq û beniyan Şewq û şemala vê xezalê davêje çol û çiyan Davêje ser deryayê li ser pişta gamasiyan... [3315 uzun_hawar] Bala min li ser wan, guhê min li ser gotina wan, di devê min de ne gotin, lê hejîrên hişk û behîv, ez difikirîm; gelo hêz û quweta van însanan çi bû? [3316 uzun_hawar] Mîna beg, axa û şêxên wan, çek, sîleh, mal, milk û pereyên wan nîn bû, piraniya wan neçar û belengaz bûn, lê tevî vê yekê navekî wan, rêz û rêzdariyek ji bo wan, quweteke wan hebû. [3317 uzun_hawar] Helbet, min digote, quweta wan, gotina wan bû. [3318 uzun_hawar] Beg û axayên ko dengbêjan dipesinandin, dibûn xwedî nav, şan û şoret, yên ko dengbêjan çêr û nifir lê dibarandin, ne li nik xelkê, heye ko li nik jin û zarokên wan jî rûmeteke wan nedima. [3319 uzun_hawar] Gotin, tevî her tiştî, xwedî hêzeke diyar bû ko di şeva xana Mîr de li dar bû. [3320 uzun_hawar] Derengê şevê, ew dema ko herkes li hêviyê bû, hate. [3321 uzun_hawar] Pêşî kurtepist û tevgerek kete nav şêniyên şevbuhêrkê, paşê peyayên çekdar ên Mîr hatin û li hemû doraliyên xanê belav bûn, bi dû wan re jî berdevkên Mîr û dawiya dawîn jî Mîr. [3322 uzun_hawar] Mîrê ko me hertim navê wî dibihîst, ne bi tenê bi comerdiya xwe ya bêpayan, bi seyd û nêçîrên xwe yên bi heftan û bi hostehiya gerandina karê mîrekiyê, herweha bi doxîna xwe jî nas bû û ji niha ve çar jin kiribûn, xwediyê bi qasî deh cariyan bû û hejmara zarokên wî her roj zêde dibûn; Mîrê ko mîna canbazekî di navbera osmaniyan, farisan, mîrên kurdan, axa, beg, şêx, mertan û keşeyên tirk, kurd, ermen, ereb, ecem, aşurî, nastûrî, suryan û keldanan de diçû û dihat û roj bi roj hem nav û navnîşana xwe hem hukim û mîritiya xwe bi pêş dixist, niha, di nav şal û şepikên sade yên botî de, kolozekî rengîn li serî, rîh û simbêlên wî biriqî, rûken, awirgeş, bi bejn û baleke temam lê ji min bi qasî bihustekê kintir, li nik me, li hember me bû. [3323 uzun_hawar] Li dora wî bi qasî deh, panzdeh kesên din ko Mam Sefo û Yezdînşêr jî tê de bûn, hebû. [3324 uzun_hawar] Mîr û koma li dorê, piştî ko şêniyên ko bi hatina wî rabûbûn pê, dîsan li cîhên xwe rûniştin, dest pê kirin û giran giran di navbera mezelên xanê de geriyan. [3325 uzun_hawar] Berdevkên Mîr kom, kes û dengên xanê yek bi yek bi Mîr didan nasîn û ewî jî, bi ken û kêf bi wan re sohbet dikir. [3326 uzun_hawar] Çaxa ew û kom hatin tenişta mezelê me, tevî ko Têlî li nik me bû, ewî silav da me û berî her kesî halê min pirsî. [3327 uzun_hawar] Ewî ez ji bîr nekiribûm, bi ken gote min, [3328 uzun_hawar] Biro, xortê qenc, ez her ger û geştên te, gotin û kirinên te dibihîzim. [3329 uzun_hawar] Qesta wi bi gotina »kirinên te« çibû, ez tênegihîştim, lê mîrekî ko destê wî dirêj bû û li her deverî sîxur, qasid, peya û însanên wî hebûn, bêguman dikarîbû bi gelek tiştan bizanibûya. [3330 uzun_hawar] Mîrê ko li dora navê wî efsaneyek hatibû pê û pirî caran, ji ber sertî û tûjiya pergalên wî yên civakî, navê wî xofeke kûr dida însên, niha, mîna min û Têlî, mîna feqîrên êzidî, li nik me, bi me re, bi zimanekî sade ko mîna zimanê xelkê sade bû, dipeyivî. [3331 uzun_hawar] Tevî ko mîrekiya wî dewlemend, erd û axa wî bêsînor, mal û milkên wî bêpayan, hatin û heyinên wî bêdawîn bû, cil û bergên wî, kenê wî, axaftina wî, tevgera wî, her tiştê wî sade bû û mîna xelkê botî û ehlê Cizîra Botanê ko jê hez dikirin, vê sadebûnê germahiyek xiste dilê min jî ko ji wê rojê û pê ve, her û her dewam kir. [3332 uzun_hawar] Lê belê dengê wî ko tê de hêz û quweteke diyar hebû, digel ko ew bi zimanekî sade dipeyivî, dengê mîr, hukimdar û desthilatdaran bû. [3333 uzun_hawar] Gotinên wî bijarte, pêjnên gotinan giran û lihevhatî bûn. [3334 uzun_hawar] Sefo, Yezdînşêr û Têlî her pesnê te didin û dibêjin ko tu bûyî dengbêjekî jêhatî, ewî li hember bêdengiya min gotina xwe domand. [3335 uzun_hawar] Eve rast e, gelo? [3336 uzun_hawar] Na, mîrê min, herdu destên min li ber min, mîna Têlî û hemû kesên mezêl, li ser piyan sekinî, min gotê, zêde dikin. [3337 uzun_hawar] Dengbêj, gula civat û govendan in, îcar herçî ez im, hevalên min dibêjin, ez stiriyê gulan im. [3338 uzun_hawar] Ez li kû, dengbêjî li kû! [3339 uzun_hawar] Na, na, dev ji şermokiyê berde, ez dizanim ko tu ne şermok î, ewî bi ken got, dibêjin, gotinên te, salixdanên te ji ehlê din cihê ne. [3340 uzun_hawar] Heke ew gotin û salixdan mîna gotin û salixdanên stran û şiîran bête hesêb, min bi nermahî got, ew, ne gotin û salixdanên bi şox û şeng in. [3341 uzun_hawar] Ne yên kêf û henekan in. [3342 uzun_hawar] Baş e, ewî got û hate nik min, bi destê min girt, em bi hev re, li ser mehfûr û doşegên raxistî rûniştin, bibêje min, ew gotinên çi ne? [3343 uzun_hawar] Heke em wan mîna gotin bihesibînin, hingê heye ko ew gotinên dewr û dewranên jibîrbûyî, bûyerên kirêt ên windabûyî û hîsên ko nayên xuyan in. [3344 uzun_hawar] Yanî tu dibêjî, ewî çavê xwe li koma ko niha rûniştibû, gerand, keniya û gote, gotinên te şerh divên? [3345 uzun_hawar] Naxêr, min bi lava li Mam Sefo û Yezdînşêr ko li hember Mîr û min rûniştibûn nihêri û gotê. [3346 uzun_hawar] Gava Mîr û ez, li tenişta hevûdu rûniştin, hingê min ji nêzîk ve dît ko Mîr rîh û simbêlên xwe hene û birû û mijangên xwe kil kiribûn. [3347 uzun_hawar] Ne şerh, Mîrê min, min gotina xwe domand, lê heye ko însan wan bikaribe bi çend cûran têbigihê, bi çend şêweyan hîs bike. [3348 uzun_hawar] Yanî mîna çemê Dîcleyê ko bi tenê diherike, lê kesên ko lê dinihêrin, li ava wî guhdarî dikin, bêguman, bi cûreyên cihê difikirin û dibihîsin. [3349 uzun_hawar] Mîr keniya, welê dixuya ko kêfa wî ji sohbeta tiredînekî re hatibû, ewî lingên xwe avêtin ser hev, ji sêniyê çend lib mewîj girtin û avêtin devê xwe û pirsên xwe domandin, [3350 uzun_hawar] Dîcle diherike, Biro, kurê min, herkes çêm dibîne, herkes dizane ko çem li vir e û diherike û herkes dibîne ka ew çawan diherike. [3351 uzun_hawar] Ma jê re cûre û şêweyên cihê divên? [3352 uzun_hawar] Herê Mîrê min, ew diherike, min gote, lê ji hezaran salan û vir ve. [3353 uzun_hawar] Dîcle şahida gelek dewr û dewran, gelek hatin û çûyinan, gelek şer û pevçûnan, gelek qise û gotinan e. [3354 uzun_hawar] Di nava pêlên wê de ko bi lehiyên biharê radibin, gelek deng hene. [3355 uzun_hawar] Heye ko ez di ava çemê Dîcleyê de sûretê Adem û Hawayê dibînim, dengê tofana Nebî Nûh dibihîsim, lê dengbêjekî din heye ko sûretê beg û axayê xwe tê de dibîne û dengên şox ên dîlanekê dibihîse. [3356 uzun_hawar] Ma ev hemû tiştên ko tu behs dikî, pêwist in, xortê jîr? [3357 uzun_hawar] Ewî bi dîqet li rûye min ê qelişî û çavê min ê kor nihêrî û got, [3358 uzun_hawar] Herê Mîrê min, pêwist in, heke ne ji bo kesekî din be, ji bo min pêwist in, da ko ez têbigihêm çima rûyê min qelişiye û çavê min derketiye... Çemê Dîcleyê, rast e, Mîrê min, li cîhê xwe ye û her diherike, lê di kûrahiyên ava wî de dengin û bersîvin hene, bersîvek ji bo min, bersîvek ji bo dengbêjekî din, bersîvek ji bo çîrokbêjekî din ko li pey pirs û bersîvan e... [3359 uzun_hawar] Çaxa bêdengiyek hate pê û çavê min bi awirê tûj ê Mam Sefo ket, hingê min fahm kir ko gotinên min ên dawîn zêde bûn û ne li gora edebê bûn. [3360 uzun_hawar] Mîrê min, Mam Sefo, bi dengekî henek, gote, Biro şiîrekê lêdike, şiîrek ko çêla serpêhatiyên Dîcleyê dike, eger te jî dil hebe, bila Biro ji me re şiîra xwe bixwîne. [3361 uzun_hawar] Mam dîsan gihîştibû alîkariya min. [3362 uzun_hawar] Mîr bi dengekî berz ko ji hemû aliyên xanê dihate bihîstin keniya û gote, çima na, çima na. [3363 uzun_hawar] Dengê strana Dîcleyê ko hertim di heş û dilê min de bû û hûnandina wê ko rêzine jê bi leza birûskê lêbûn, rêzine jê mîna meşa kîsoyekê bi dirêjahiya salan, hema çi bigire hemû umrê min girt û çu carê jî bi dawî ne-hat, li çu deverî bi temamî nehate gotin, wê şevê weha bilind bû; [3364 uzun_hawar] Dîcle me ez, qirîna hezar salan, Girîna nû ya îro, Şahid im ez, wext, dewr, dewran Xewn, xeyal, hêvî Olana qîrînê, nalîna girînê Şev, roj, heyam, meh, sal, Tav, heyv, stêr, hemû bi min re, Hemû di deriyê min re borî Dest im ez, li ser deriyên dewr û dewranan Derî vedibin yek bi yek Deng dertên, kite bi kite Riya min, ji jor ber bi jêr Di nav hemû xweşiyen dinyê re Di nav axa reş, axa sor, axa kils re Ax, ez im, ax hêza min... [3365 uzun_hawar] Hêşinahî, geşî û xweşî Bereket, ber, heyina axê Hemû ez, hemû Dîcle, hemû ji min Rehê min di nav axê de, pê re Asimanên wê, ewrên wê Bi çivên min rengîn, bi şewqa min çirûsî Û pêlên min, bi ba, baran û lehiyan rabûyî Çavê min, bijangên min Nobedarên wextê, heyam û dewrê. [3366 uzun_hawar] Û qirîna min, li ser axa şewitî Di nav çiyayên xopan, geliyên kûr de Ev çi hal e, ev çi hewal e? [3367 uzun_hawar] Ka welatê aş, ka zemanên baş? [3368 uzun_hawar] Dîcle me ez, sebra hezar salan Li ber ba û bahozê rawestî Li ber agir û şewatê xwe ragirtî Li hember lîstikên bîr û heş her zînde Berxwedan qewlê min e Ne ji çavsoriyê, ji bêgaviyê Ne ji zordestiyê, ji bêçaretiyê Rê û bend li min tên girtin Ne îro, ne do, ne pêr, hertim Lê rewan im ez, hertim geh ji vir geh ji wir Di nava qelîşekên keviran, bihurên zinaran, newalên çiyan re [3369 uzun_hawar] Ez im, dengê ava qedîm Dengê min mîrat ji do, mîrat ji bo sibehê Dengê min di ser şer û pevçûnan Di ser birîn, mirin û kuştinan re Bi te re ho însan, ho dilê birîndar, ruhê sûzen Ho nifşên do yên ketî, nifşên bê yên sext Ho însan, xwediye mîratê Tu li kû yî? [3370 uzun_hawar] Te li kû hembêz bikim, bihewînim Bi dengê xwe, bi mîratê bihebînim Li kû dinya kete xewê Keser, derd, xizîn û birîn sincirî Deng hate birîn Li kû deng hişyar dibe Li kû ez ê dengê xwe bigihîm te, ho însan? [3371 uzun_hawar] Dengê kîn û nefretê çu carê ji axa welatê bindest, tevî ko Mîr û mîrekiyê ji bo aştiyê hewl didan û her tişt dikirin, bi dûr nediket. [3372 uzun_hawar] Dewlet nîn bû, îdareyeke yekgirtî nîn bû, serekekî ko ji hemû şax, pî û milên welêt dihate qebûl kirin nîn bû, hez û evîneke neteweyî nîn bû. [3373 uzun_hawar] Welat ji mîr, mîrekî, herêm, eşîr, qabîle, bavik, mal û malbatan dihate pê û di bin hukimdariya osmaniyan de, her yek bi serê xwe hukimdarê navçeya xwe, ehlê navçê bû. [3374 uzun_hawar] Mîrê Zirav ko êdî hew zirav bû û zik lê mezin bûbû û ji destpêkê heta dawîn hertim ji bo yekîtiyeke xurt dixebitî, heye ko mîrê yekemîn bû ko di welêt de, li ser axeke zahf fireh hukimdariya xwe anîbû pê. [3375 uzun_hawar] Ewî di destpêkê de di navbera eşîr, mal, bavik û malbatên Cîzîra Botanê de yekîtiyek anî pê, bi dû re jî di navbera mîr, beg, şêx û axayên cîran de. [3376 uzun_hawar] Di wan rojên şevbuhêrka Newrozê de ko min qalê kir, halê Mîr û mîrekiyê heye ko halê herî baş bû; Mîr ne bi tenê li Cizîra Botanê herweha di navbera mîrekiyên din de jî bûbû mîrê sereke û bi begên Hekaran Nûrilah û Fetah, begên Wanê Derwêş û Xan Mehmûd, begê Xizanê Xalid, begê Qersê Husên Begê Kor, begê Mûşê Şerîf re pêwendiyeke xurt anîbû pê. [3377 uzun_hawar] Şêxên neqşîbendî û qadirî, şêxên êzidî, terîqetên sunî, şafî, henifî û elewî, malek û metranên filehan, hehamên cihûyan, hemû li doraliyên Mîr mîna perwanê dizivirîn û cîhê xwe, li gora cîhe edebê, li tenişta beg û giregirên kurdan digirtin. [3378 uzun_hawar] Ji ber kirin û tevgerên Mîr, êdî herkesî dizanîbû ko ew bi quweta şûr bawer bû. [3379 uzun_hawar] Gerandina şixulên mîrekiyê bi pergaleke gelekî sert û îradeyeke mîna pola dimeşiya, li her aliyê mîrekiyê zîndanên tarî ko xofeke mezin dixiste dilê xelkê lêbûbûn, diz, sîxur û keleş bi xurtî dihatine cezakirin, carina dest û milên wan jêdibûn, carina jî serê wan, kes û begên ko gava xwe li gora pergala mîrekiyê nedavêt, pirî caran pêrgî cezayên giran û heta pêrgî mirinê dihatin û begên ko li hember Mîr tevger girêdidan, ne bi tenê ewana, lê mal û malbata wan jî tê de, di agirê xezebê de dihatin sotin. [3380 uzun_hawar] Di wan sohbetên me yên kitabxanê de Mam Sefo ev celeb gerandina şixulê mîrekiyê weha bi nav dikir; edaleta şûr. [3381 uzun_hawar] Edaleta ko bi şûrê tûj dihate pê. [3382 uzun_hawar] Mîr bi hêz û quwetê bawer e, Mam Sefo, bêyî ko ew bi xwe pê bawer be, carina kenekî zirav, carina endîşe û sûzeniyeke diyar li ser rû, digot, Mîr hertim dibêje, yekîtiya welêt ê pêşî bi şûr, bi darê zorê û bi tirsê, paşê jî bi rêz û rêzdarî were pê. [3383 uzun_hawar] Zimanê ko ehlê welêt û ehlê osmanî jê fahm dike, fizîna şûr û teqîna berikên tivingê ne, – şûrê ko jê xwîn dilop dike, berikên ko di sînga însên de diteqe. [3384 uzun_hawar] Şûr û tivingê pêşî yekîtiyekê di navbera mîr, beg, axa, şêx û ehlên têkel ên welêt de bîne pê û bi dû re jî îstîklala yekîtiyê. [3385 uzun_hawar] Pêşî perçebûnê ji holê rabe, paşê jî bindestî. [3386 uzun_hawar] Pêşî li welêt haş, paşê jî riya kaş a îstîklalê. [3387 uzun_hawar] Ji lewre aştî û aramiyek li ser axa Cizîra Botanê ko warê her celeb rêbir û keleş, dizî û talanê bû, hatibû pê, xelkê ko hertim li ser riyan pêrgî keleş û dizan dihatin, niha bi rehetî diçûn û dihatin, gundên dûr ko bi tirsa êrîş û talana çavsoran dikete xewê, niha bêyî çu endîşê diniviyan, tirsa cîranên ko hertim dikarîbûn xayîntî li cîranê xwe bikira û tirsa keleşên biyanî ko ji qonaxên dûr dihatin û gund kavil dikirin, nemabû, herçend girtîgeh û zîndan tijî bûn, mal û milk jî ewçend bi serbestî dihate kirîn û firotin, hêzên çekdar ên mîrekiyê bi şev û bi roj di navbera tixûbên mîrekiyê ko roj bi roj firehtir dibû, diçûn û dihatin û dawet û dîlan bêtirs li dar diketin, pez û dewar, bêyî çu tahlûkê, derdiketin deşt û zozanan. [3388 uzun_hawar] Ji bo ko aştî û hizûra mîrekiyê û hemû navçê berdewam be, hertim civîn û civat li dar bûn. [3389 uzun_hawar] Herçî Mîr bû, ewî jî, çaxa gotin dihate ser meseleyên giran û girîng, hemû beg, axa û giregirên welêt, tevî şêwirmend, aqilmend, kumandar, seyid û şêx-ul îslamên mîrekiyê, li dîwana Birca Belek berhev dikirin û bi wan dişêwirî, li dîtin û pêşniyarên wan guhdarî dikir, bersîva pirsên wan dida, da ko tevliheviyek neyê pê û aloziyek nekeve nav wan. [3390 uzun_hawar] Lê belê tevî van hemû tiştan, aştiya ko Mîr bi darê zorê anîbû pê, tevî hukmê şûr û tivingê, aştiyek bû ko bi tayên qels, li ser erdekî fireh ê neqehîm, mîna pîneyên cilekî riziyayî, hatibû dirûn. [3391 uzun_hawar] Aştiya ko Mîr anîbû pê, mîna bendeke qels bû ko li ber lehiya rabûyî ya Dîcleyê hatibû lêkirin. [3392 uzun_hawar] Beroşa ko ji sedan salan û vir de her dikeliya, bi saya serê Mîr, hinekî kela wê danîbû û Mîr devê beroşê girtibû, lê beroş dikeliya û osmanî, faris û qasidên dewletên rojava ko hêz û quweta wan di her şert û mercî de ji ya mîrekiyê zêdetir bû, hertim êzing davêtin agirê ko beroş li serê bû û ew gur dikirin. [3393 uzun_hawar] Dijminahî, berberî, pevçûn, şer, hesûdî, dexesî û çavnebarî di navbera ehlê ko ji osmaniyan pê ve çu carê çu dewlet nenasîbû, bêpayan zehf bûn. [3394 uzun_hawar] Ehlê welêt li hember gotina dewletê û paşayên rîhpalik û dilqalik serê xwe ditewandin, lê li hember hevûdu dibûn şêr û piling. [3395 uzun_hawar] Giyayê hewşê ji wan re tahl bû, lê jahra paşa, miteserif, esker û tahsîldarên osmaniyan, ger ji ber bêgaviyê, ger ji ber cehaletê, ji wan re şekirê şêrîn bû. [3396 uzun_hawar] Ew xusûsiyetên ko min berê ji bo osmaniyan qal kir, ji bo kurdan jî rast bûn; herkes li dijî herkesî bû, herkesî li dijî hin kesên din dek û dolap di-gerandin û li pey kemînan bûn. [3397 uzun_hawar] Herkesî li gora xwe hin kesên din biçûk û nizm didîtin, quweta xwe ko li hember serdestan têrî serfiraziyeke temam nedikir, li dijî hin kesên din ko ji wan qelstir bûn, diceribandin. [3398 uzun_hawar] Xelkê ko hertim, ji bav û kalan vir ve, di navbera du quwetên mezin, osmanî û farisan de hatibûn perçiqandin û çu carê yekîtî û quweteke mezin ko dikarîbû li hember wan herdu hêzên mezin bisekiniya, ava nekiribû û çu carê nikarîbû tixûbên van herdu dewletan gav bikira û xwe bigîhanda dinyê, bêguman, bawerî ne bi quweta xwe, lê bi quweta dewletê ko hertim ne bi dilovanî û şefqet, lê bi zordarî û xedarî xwe nîşan dabû, dianî. [3399 uzun_hawar] Tiştê ko dihate bîra xelkê, bi tenê zordarî, xedarî û tirs bû. [3400 uzun_hawar] Roj diqulipîn, meh û sal derbas dibûn, stêr geş dibûn û dirijiyan, berf û baran dihat û diçû, axa kevnare bi tîna tavê û bi tîrêjên şewitî disincirî, hechecîk, legleg û quling ji welatê çolê dihatin zozanan û ji zozanan vedigeriyan welatê çolê, însan dihatin dinyê û piştî umrekî dimirin, nifşek di-hat, yekî din diçû. [3401 uzun_hawar] Lê tirs, tirsa ko bi dengê şûr, tiving û topan ketibû dilê xelkê, tirsa ko pirî caran nedihate zimên, lê kelehên hilweşiyayî, gundên kavil, xaniyên xirbe, zeviyên şewitî û goristanên li quntarên çiyan şahidî lê dikirin û bîr û hîsên ko bêdeng çêla tirs, şîdet û xedariyê dikirin, her û her diman. [3402 uzun_hawar] Xelk, gund bi gund, bajar bi bajar, eşîr bi eşîr, malbat bi malbat, mîrekî bi mirekî, di nav tirseke bêdawîn de, ji dinyayê bi temamî dûr, di nav keft û leftên rojane de, bêyî hedef û armancên mezin, bêyî şiûreke yekîtî û bextiyariyê, lê bi berberî û dijîtiyên bêhejmar, dijiya. [3403 uzun_hawar] Her gav û hewldana ko ber bi bextiyarî û serfiraziyê, ber bi heyateke hêjatir dihate avêtin, di dawiyê de, pêrgî felaketên nû dihat. [3404 uzun_hawar] Ne yekîtiyeke xelkê hebû, ne jî bir û baweriya yekîtiya welêt. [3405 uzun_hawar] Xelkê ko ji xwendin û nivisînê, ji perwerdeyî û agahiyê bi dûr bû, bi tevger, bîr, heş, mêjî, fikir û gumanên xwe, zahf teng û girtî bû, gundê wan ji bo wan hemû dinya, hemû welat, hemû însaniyet bû. [3406 uzun_hawar] Wext û tarîx, bîr û heş, hîs û pêjn, ax û herêm, hêz û quwet, şer û pevçûn, kîn û nefret hemû bi hev re bûbûn yek û ehlê welêt dîl girtibûn. [3407 uzun_hawar] Qedera axa Mezopotamyayê ji dewr û dewranên Babîl û Nînovayê û vir ve her eynî bû; şer, pevçûn û xedarî. [3408 uzun_hawar] Axa Mezopotamyayê, hertim eynî ax bû; herwekî ko di Tewratê de dihate gotin, axa tofan û xezebê. [3409 uzun_hawar] Axa herî kevn a însaniyetê, axa çemên Firat û Dîcleyê ko bi ava xwe medeniyetên kevntirîn anîbûn pê, axa bexçê cinnetê ko di navbera herdu çeman de bû, çemên Zap û Xabûrê yên Tewratê ko di navbera deşt, zinar, çiya û geliyan re bi çiv û fetlanekên fireh her û her diherikî, keştiya Nebî Nûh ko li gora gotinan, li gopikên çiyayê Cûdî veniştibû û heyameke nû raxistibû ber însaniyetê, zarok, bav û bavikên ko ji pişta Nebî Nûh ketibûn û bajarên ko ewana ava kiribûn; Babîl, Erek, Akkad, Kalne, Aşûr, Kalah, Resenî, Nînova, Riha, Nisêbîn, Cizîr, ev yekên hanê hemû Mezopotamya û axa wê bû. [3410 uzun_hawar] Axa Mezopotamyayê ko bi erebî jê re digotin »el Cezîre«, yanî girava li ser avê, yanî axa ko di navbera herdu çeman de bû û bajarê Cizîrê ko bi du milên çemê Dîcleyê ve dihate rapêçandin û mîna giravekê ber bi welatê jêr dibû, cezireyek bû ko di nav derya kîn û nefretê de mîna hêlekanekê diçû û dihat. [3411 uzun_hawar] Axa Mezopotamyayê; axa şewitî, xopan, kavil û hilweşiyayî. [3412 uzun_hawar] Key, xan, hukimdar, siltan, hêz û ordiyên ko hatin û çûn, êrîş, îstila, vegirtin, şewatên ko bêrawest mîna pêlên deryayeke tofanê, hertim bi ser axa Mezopotamyayê de hatin. [3413 uzun_hawar] Kuştin, şewitandin, qetliyam, rev, sirgûn ko çu carê ji vê axê bi dûr neketin. [3414 uzun_hawar] Pêşî samî ko hîmên medeniyetê li navçê avêtin, paşê keldan ko zora samiyan birin û bajarên mîna Babîl, Nînova, Aşûr ava kirin. [3415 uzun_hawar] Bi dû wan re med û persên ko ji welatê bakûr hatin û hemû ax vegirtin, kavil kirin û hilweşandin. [3416 uzun_hawar] Îskenderê Mezin ko zora persan û keysarê wan Daryûş bir. [3417 uzun_hawar] Ez çi bibêjim? [3418 uzun_hawar] Paşê Sasanî, paşê Emewî, Abasî. [3419 uzun_hawar] Paşê îstilayên moxolan, Hulagû Xan û siwarên wî ko mîna kuliyan ko di her derê ko ew tê re derbas dibûn, kavil dikirin. [3420 uzun_hawar] Bi dû wan re îstilayeke din a Asyayê, ya Tîmûrlenk û tataran. [3421 uzun_hawar] Paşê jî Osmanî ko bi eslê xwe asyayî bûn û ji Asyaya dûr hatibûn. [3422 uzun_hawar] Her yek bi xedariyeke bêpayan navdar, her yek li ser kavilê yê din, her yek hosteyê bêpayan ê vegirtin, şewat û kuştinê. [3423 uzun_hawar] Pêl li pey pêlê, êrîş li ser êrîşê, bêwest, bêrawest... Her kî ko dibêje, tofana Nebî Nûh li ser vê axa xopan, bi tenê carekê rabûye, rast nabêje, ji ber ko her cara ko pêleke nû ya îstilayê hatiye, tofan careke din rabûye. [3424 uzun_hawar] Pêl rabûye, dinya leqiyaye, felekê dev ji çerxa xwe berdaye, wext sekiniye, ba, baran, çûyin, hatin, kerwan, bazar, bêrî, cot winda bûne, giya hêşin nehatiye, dar şax û pel venekirine, gul nebişkovîne, da ko pêla rabûyî dakeve. [3425 uzun_hawar] Piştî ko pêl daketiye, her tişt mîna berê dest bi heyatê kiriye, ba dîsan di navbera pelên darên tûyê de geriyaye, darên hinaran kulîlk vekirine, stêr ji milekî asimên ber bi milekî din xuricîne, mehîn û canû li ser axa ko bi giyayê nû hêşînhatî mîna deryayekê leylan daye, bi hîrehîr û bi çargavî, dane lez û bezê, kerwan ji Anatolî û Kafkasyayê di ser riya hevrêşim a kerwanan re, dîsan ber bi Bexda û Basrayê, Çîn û Maçînê çûne, her tişt di nav tevgereke xurt de bûye, – heta pêleke nû ko li rê bûye, dîsan rabe. [3426 uzun_hawar] Heke hûn tarîxa vê axê meraq dikin û serê xwe bi sebebên vê xedariyê diêşînin û ji min dipirsin ka dilê min çima bi liyan e, fermo, ji we re hem tarîxa axê, hem jî ya xedariyê ko tê de çê û neçê, kirêtî û başî, xirabî û rindî hertim di nava hev de bûne. [3427 uzun_hawar] Heke hûn meraq dikin ka ez çima niha qala van tiştan dikim, fermo, ez bibêjim we; tevî ko Mîr mîrekî û welêt hinekî aş kiribû, pêleke nû li rê bû, tofaneke nû radibû. [3428 uzun_hawar] Lê îcar li welatê Hekaran, di nav çiya, zinar, gelî û newalên kûr ên wî welatî de ko çûyina wî hebû, hatina wî nîn bû. [3429 uzun_hawar] Îcar pêl di nav ehlê keldanên nastûrî de dikeliya. [3430 uzun_hawar] Ehlê keldan ji bav û kalan, ji hebûna însaniyetê û vir ve li ser erdê xwe, li nav çiyayên serî li asimanan, di nav kurdên misilman ên cîran de dijiyan. [3431 uzun_hawar] Tiyarî, Tobî, Depreşan û herêmên din ên welatê Hekaran war û axa keldanan bûn. [3432 uzun_hawar] Ew jî mîna kurdan di bin hukimdariya osmaniyan de, bi bac û bertîlên ko hem didan dewletê hem jî mîrên kurdan, di nav xwe de bi serbestî heyata xwe ya kevnare ko bi qewlên Încîla Îsa Mesîh bi rê diket, didomandin. [3433 uzun_hawar] Ew bi şixulê xwe jîr, tevgera xwe xurt, gerandina karê rojane jêhatî û bi cîraniya xwe dilhebîn bûn. [3434 uzun_hawar] Dêrên xwe di sînga çiyan an di kûrahiyên newalan de, di nav zinar û şikeftan de vekolabûn, bi hunereke hoste, qûntarên çiyan qulipandibûn ser bax û bexçe û ava çemên Zap û Xabûrê ko di kûrahiyên newalan de diherikîn, kêşandibûn serê çiyan û pê bax û bexçeyên xwe av didan. [3435 uzun_hawar] Digel ko welatê wan çiya bû û cîranên wan kurd bi şixulê pez û dewaran radibûn, wan di çiyan de, tevî garis, birinc û titûnê, rezên tirî diçandin û jê tiriyekî şêrîn ko her libeke wî bi qasî pêçiyekê bû, radikirin û ji tirî jî şerabeke zahf xweş ko li hemû Mezopotamya jorîn navdar bû, çedikirin. [3436 uzun_hawar] Li welatê wan darên biber ên hejîr, hinar, gûz, givîj, şambelût, hirmî, xox û tûyê bêpayan zahf bû. [3437 uzun_hawar] Ew jî mîna kurdan eşîr, bav û bavik bûn û heye ko ji tirsa misilmanan, hertim li tenişta hev, bi hev re dijiyan. [3438 uzun_hawar] Hêzeke wan a bi qasî panzdeh hezar çekdarên hoste û jîr hebû û di şer û pevçûnan de, ew jî tevî kurdan, bi alîkariyê radibûn. [3439 uzun_hawar] Li gora qewlê pergala osmanî û ya kurdan, wan hem bac didan osmaniyan hem ji mîrê Hekaran. [3440 uzun_hawar] Lê belê ez nizanim ka çibûbû, di demên dawîn de wan hew bac didan kurdan û Mar Şamûn ko serekê wan ê hem dînî, hem civakî bû, hew li gotina Mîr û Nûrilah Begê Hekaran guhdarî dikir û hema çi bigire li hember Nurilah Beg ko mîna milekî dirêj ê Mîr bû, serî rakiribû. [3441 uzun_hawar] Hin kesan digotin ko keşeyên amerîkî, îngiliz û fransewî ko hertim dihatin nik wan, diketin bin wan û ewana li dijî kurdên misilman sor dikirin. [3442 uzun_hawar] Hin kesên din jî digotin ko osmanî sîxurên xwe li der û dorên wan digerandin û wan û kurdan bera hev didan da ko herdu mil jî qels bikevin. [3443 uzun_hawar] Hin kesên din jî digotin ko kurdên misilmanên tûj ko dijminên axretê yên filehan bûn, bi çêr, nifir, êrîş û dijminahiya xwe, bi şer û pevçûnên xwe, keldan hêrs û har dikirin da ko ew li hember mîrekiyên kurdan rabin û xwe biparêzin û di dawiya dawîn de jî qetl bibin. [3444 uzun_hawar] Axir her çi bûya jî, devê beroşê dîsan vebûbû û dûmana kela wê ji çiyayên Hekaran dixuya. [3445 uzun_hawar] Lê belê, berî ko ez gotinê bînim ser çiyayê Hekaran û Stêrê, min dil heye ko em dîsan vegerin Cizîrê, mala min, nik Armê û Gulîzerê... [3446 uzun_hawar] Dengê vitevit û pisepisa Armê û Gulîzerê di wan rojan de nefes li min çikandibû. [3447 uzun_hawar] Hingê ez li Cizîrê, li mala xwe bûm û min bi tenê du tişt dikirin; gunikên xwe difirkandin û şiîr û stran lêdikirin. [3448 uzun_hawar] Çavê min ne li malê dinyayê, ne jî li şan û şohretek ko ji pere, mal û milkê dinyayê dihate pê bû. [3449 uzun_hawar] Min nav, navnîşan û şoretek dil dikir, lê bi alîkariya gotinê, bi tenê bi lihevanîn û afirîna gotina şiîr, çîrok û serpêhatiyan. [3450 uzun_hawar] Hevalên min hemû bûbûn xwedî mal, milk, şan, şoret û zarok. [3451 uzun_hawar] Hin ji wan bûbûn xwediyê çend jin û bêhejmar zarokan jî, lê min ne jin û zarok hebûn, ne jî mal û milk. [3452 uzun_hawar] Mîna civata ko em tê de dijiyan ko hertim dudilî bû, hertim xwediyê du heyatan, heyateke xuyayî û yeka nexuyayî bû, ez jî pirî caran du kes bûm. [3453 uzun_hawar] Kesekî ko bi şixulê rojane radibû, dixwar û vedixwar, diçû û aliyê Migo dikir, li kitabxanê bi Mam Sefo re dipeyivî, li medresa qesrê li ayet û hedîsên Têlî guhdarî dikir, li bajarê ko êdî bûbû navendeke girîng a gerandina kar û şixulên welêt û dewleta osmanî, li bazarên bajêr ko ehl, ziman, lehçe û qewm li wir li bin guhê hev diketin, li kerwansaray û xanên ko kerwanek dihatê, yek jê diçû, digeriya, li qahwexaneyên ko hertim tijî bû û bi bîhna cixare, qelûn, nêrgile, tir û fisan mîna kulikan bûn, rûdinişt, herçiqas kêm bûya jî carina li dawet û dîlanên ko hertim li dar bûn, dixuya, li şîn û tahziyên ko bi dawet û dîlanan re qayiş dikêşandin, rûdinişt. [3454 uzun_hawar] Û kesekî din ko hertim bi tena serê xwe bû û di nav fikir, guman, şik, sûzenî û gotinan de difetisî. [3455 uzun_hawar] Herçend ew kesê ko di nav şêniyan de bû, xurt û metîn, şên û şeng dixuya, ew kesê li dara dinyayê tenê jî di dil û ruhê xwe de ewçend sext, sist û dudilî bû. [3456 uzun_hawar] Kesê şêniyan dil dikir ko ew bi şêniyan re be û mîna kulîlkên spî yên dara behîvê ko bi hev re dibişkovîn, yek ji wan bûya, lê belê kesê tenê dil dikir hertim cihê bûya, ne mîna şêniyan rabûya û rûnişta û mîna pelê dawîn ê dareke tûyê ko di destpêka zivistanê de, tevî ko hemû pel weşiyabûn, nedabû pey pelên din û hê jî bi israr bi darê ve bû û nediweşiya. [3457 uzun_hawar] Min, Biroyê dengbêj, yanî ew kesê ko hertim tenê bû, yanî bi gotina Gulîzerê, Biroyê belqityo û bedena wî ya xort bûbû esîrê gotin û avikê. [3458 uzun_hawar] Min dikir, nedikir, min nikarîbu xwe rabigirta, hem gotin hem jî avik bûbûn mîna çemê Dîcleyê û diherikîn. [3459 uzun_hawar] Doxîna min hertim sist, geh di nav nivînan de, geh li vir û li wir, guhê min li ser dengan, heşê min li ser gotinan, ez, sersem û peregende digeriyam û min gotin li hev dianîn, na ne ko min ew li hev dianîn, li hev siwar dikirin. [3460 uzun_hawar] Gotina ko remza însan û însaniyetê bû, ji destpêka însaniyetê heta îro, bi tenê ji devê însên derdiket û bersîva hest û hîsên însên dida. [3461 uzun_hawar] Gotinê hem însan, ehl, qewm, ziman û dîn nêzî hevûdu dikirin hem jî ew ji hevûdu bi dûr dixistin. [3462 uzun_hawar] Li welatê me jî gotin hem bi şixulê dilovaniyê rabûbû û çîrok, riwayet û serpêhatî afirandibûn da ko me bizanibûya ka dewr û dewranên me yên borî çawan bûn, hem jî bi şixulê tîr, mirtal, şûr û tivingê rabûbû û hin însan, ehl, qewm û ziman binax kiribûn. [3463 uzun_hawar] Gotin hertim hem di xizmeta derewan hem jî di xizmeta rastiyê de bû. [3464 uzun_hawar] Ez ji ders û tecrubeyên heyata xwe hîn bûbûm ko gotin diviya di xizmeta însên de bûya û birînên însên, ko însan çu carê bêbirîn nedibû, bicebiranda. [3465 uzun_hawar] Heke hemû umrê hunermendekî gotinê bikaribûya bi gotinên xwe birînên însanekî, bi tenê însanekî jî sax bikira, hingê gotin û xwediyê gotinê biserketî bûn. [3466 uzun_hawar] Bi min welê dihat ko li welatê me ko herkes li dijî hevûdu bû û qulipîbû ser welatekî kor û kerran ko kesî li wir ne dengê wicdan û merhemetê dibihîst û ne jî dudilî û sûzeniya li ser rû didît, kêmaniyeke zahf mezin a gotinê hebû û heke welat di wî halê kirêt de bû, tê de para kêmaniya gotinê zahf bû. [3467 uzun_hawar] Heke gotin, gotina lihevhatî ya edebî, gotina sade, zelal û nerm ko çêla însên, serpêhatiyên wî û her celeb haletên wî dikir, bi têra xwe hebûya hingê rewşa welêt jî dê cihê bûya. [3468 uzun_hawar] Heke xal û xwarzî, bira û birazî li hember hevûdu radibûn, bi ya min, hinekî jî ji ber kemaniya gotinê bû, gotina ko dikarîbû ew û dilê wan perwerde bikira, alîkariya wan bikira da ko ew ji ders û tecrubeyên bav û kalan bêtir serwext bibûna û riyeke nû bidana ber wan. [3469 uzun_hawar] Guhdarno, gotin diviya. [3470 uzun_hawar] Hem ji bo min, birînên min ên ko li ser rûyê mîn mîna pîneyekê dixuyan û yên ruhê min ko çu carê kesekî din nedidît û hem ji bo êş, azar, hêvî, hest û bestên ko di nav beroşa kel lêhatî ya welêt de diçelqiyan. [3471 uzun_hawar] Ji lewre min zorê dabû gotinê û her digot. [3472 uzun_hawar] Carek, du caran, sê caran, her li pey hev, dubare, ji nû ve. [3473 uzun_hawar] Min stranek lêdikir, piştî çendekê dîsan lê vedigeriyam, dîsan lêdikir, disan lê vedigeriyam, hin gotinên wê, hin cimleyên wê diguherandin, li şaşî û çewtiyên xwe wardiqilîm, ew rast dikirin û dîsan lêdikir û di dawiya dawîn de, di nav nivînên gemarî de, destê min li ser gunikên min, min ji xwe, ji kesê xwe yê duwemîn dipirsî; [3474 uzun_hawar] Biro, tiredîno, dîne gotinan, ez dîsan li stranê vegerim? [3475 uzun_hawar] Di destpêkê de, çaxa ez xeşim bûm û min nikarîbû dengê gotinan baş seh bikira, bi min welê dihat ko min gotin her dubare dikirin û tiştekî nû nedigot. [3476 uzun_hawar] Paşê, gotinan hînî min kirin ko ne welê bû, her cara ko gotin dubare dibû, kûrahiyên gotinê dihatin pêş, sir û siherên wê xwe diyar dikirin, aheng û awaza gotinê bêtir dikemilî û dineqişî, giranî û zêdehiyên gotinê, mîna qaşilê porteqalê yan qalikê gwîz, jê diçûn û bi tenê cewhera gotinê, kakilê wê dima, – cewher û kakilê ko tê de ders û tecrubeyên herî pêwist ên însanî, rastiyên herî rast ên însên ko hertim xwe vedişartin û deng û pêjnên herî pêwist ên dil û ruhê însên hebûn... Ji wan gotinên Apê Xelef, Mam Sefo, feqe û seydayên Medresa Sor, qewal, feqîr, pîr û şêxên êzidî, dengbêjên botî, kitabxana Mam Sefo û hicreyên Medresa Sor fêr bûbûm ko gotin ji bo gotinê bû, bêyî ko tiştekî qezenc bike yan jî winda bike, bêyî ko berdevkiya kesekî bike û ji bilî însên, gotinê têxe xizmeta tiştekî din, gotin, ji bo gotina bûyer û serpêhatiyan, çêl û salixdanê bû. [3477 uzun_hawar] Çaxê cewher derdiket ronahiyê, wê bi bedewî û ronahiya xwe hawîrdor jî dixemiland û wan bi hev re çîrokeke nû ko hem ji cewherê hem ji ronahiya hawîrdorên cewherê dihate pê, diafirîn. [3478 uzun_hawar] Min li feqîrxana xwe kitabxaneyeke biçûk, ji zimanên erebî, farisî, osmanî û kurdî ko min pê dizanîbû û ji zimanên latîni, îtalî, ermenî, frensewî ko min pê nizanîbû, lê li sûretên wan dinihêrî, anibû pê. [3479 uzun_hawar] Yezdanê dilovan jê razî be, Mam Sefo rê dabû ko min hin kitabên kitabxana wî, mîna kitabên Keso, Naso ko li ber dilê min zahf ezîz bûn û ez pê mezin bûbûm, hilda û bianiya malê. [3480 uzun_hawar] Min ji Medresa Sor jî, tevî Quranê, çend kitabên qalind anîbûn û Têlî jî, bi dizîka, ji medresa qesrê, şiîrên Siyahpûş, dîwana Melayê Cizîrî, Mem û Zîna Ehmedê Xanî û Şêxê Senan a Feqiyê Teyran jî tê de, çend cîld anîbûn û dabûn min. [3481 uzun_hawar] Li mala neçar ko jê bîhneke giran a xwîdan û gemariyê dihat, niha gotinên devkî û niviskî û sûret û dîmenên ko ji gotinan bêpar bûn, lê min gotin li wan zêde dikir, li bin guhê hev diketin. [3482 uzun_hawar] Niha li malê, mîna daristaneke darên tûyê, daristaneke dengan hatibû pê ko tê de her darekê xwediyê dengekî xas ê însanî û di her dengekî xas jî xwediyê her texlîd awazên însanî bû. [3483 uzun_hawar] Deng, pêjn, olan, qîrîn, nalîn, girîn, lava, bêdengî ko xwediyê dengekî xas bû, hemû li wir, di nav daristanê de, li tenişta min bûn. [3484 uzun_hawar] Ez diketim nav daristanê, li wir pêrgî dengan, însanan, serpêhatiyan, haletên însanî, hest, hîs û daxwazên qederên cihê, awazên têkel dihatim, hin ji wan dikeniyan, hin digiriyan, hinan, mîna min bêrawest digot, hin jî bêdeng dipojinîn, şer û pevçûn dihatin pê, beden digihîştin hevûdu, dil hildavêtin, mal bar dibûn, koçên welatê xerîbiyê li dar diketin û ez di daristanê de winda dibûm. [3485 uzun_hawar] Gotina xelkê ko ji bo min digotin, rast, lê kêm bû, ji ber ko ne bi tenê ez, lê ruhê min jî dîn bû û ez di nav daristana deng û gotinan de, di ser cewherên gotinan re dipengizîm û digihîştim kûrahiyên ruhê xwe yê dîn û hîn bêtir har dibûm. [3486 uzun_hawar] Çaxa ez har dibûm, min xwe davêt kuçe û kolanan, zinar û çiyan, da ko ruhê min dîsan haş bûya. [3487 uzun_hawar] Çaxa ez li gotinan hûr dibûm û wan jî ruhê min har dikir, min xwe davêt bextê çend cîhen ko ji bo min miqedes bûn; tirba Melayê Cizîrî ko li tenişta Medresa Sor, di bin mizgeftê de, li nik çend tirbeyên din ên ewliya û xoceyan de bû; mizgeft û tirba Nebî Nûh ko ji Medresa Sor bi qasî bîskekê bi dûr bû; tirbeyên Mem û Zînê ko di zêrzemînên xaniyekî xirbe de veşartî bûn, dara qedîm a tûyê ko di xortiya min de riyên dûr ên nasîn û kemilandinê nîşanî min dabû û gopikên çiyayê Cûdiyê ko keştiya Nebî Nûh hatibû û lê veniştibû. [3488 uzun_hawar] Piştî ko gotin li min dihatin xezebê û gunik li bedena min sor dibûn, di nîvê şevan an keleberbangên sibehan de, mîna keleşekî, bi hêdîka, min xwe davêt derve, diçûm nik tirba Nebî Nûh ko bi qasî çar, pênc mîtroyan dirêj bû, an diçûm nik Melayê xwe yê xwediye rêzên heybetpilingê ko di nav cawekî kesk î hevrêşimî de dinivist, an diçûm şikefta ko Mem û Zîn, ev herdu evîndarên bextreş ko ji bilî goristanê negihîştin hevûdu, li tenişta hevûdu diniviyan, li ber kêlên wan rûdiniştim, heşê min li ser lihevanîna gotinên ko li min hatibûn xezebê, min li dengê bêdengiya tirbeyên wan guhdarî dikir, heta ko ez li tenişta tirbeyên wan, mîna kurekî wan, di ruhê min de olana dengan, biçûma xew. [3489 uzun_hawar] Lê belê di nav wan hemû dengan de du dengên din hebûn ko ez ne bêyî wan dibûm ne jî bi wan. [3490 uzun_hawar] Belê dengê Gulîzerê ko êdî heya û fediya wê reviyabû û bi çêr û nifirê dest pê dikir û bi nalîn û hîrehîrê kuta dihat û dengê Armê ko hertim bi naz û tîz, bi mizemiz û vizeviz û belengazî bû. [3491 uzun_hawar] Gava Heme, birayê Gulîzerê ko bûbû alîmekî jixwerazî, komeke dîndar li dora xwe civandibû û bi navê »hedef« tevgereke dînî girêdabû û li hemû navçeyên welêt çerx dibû û ji nimêj û niyazê bêtir bi karê çêr û paşgotiniya xelkê radibû, ji bo kar û şixulên xwe diçû derine dûr, hingê Gulîzera ko mîna mehîneke heşerî jê hîrehîr radibû, dilezand û dihate mala min, yanî mala xwe ya berê. [3492 uzun_hawar] Ewê digot, belqityo, ev çi hal e, ev çi kirêtî ye, ev çi gemar e û dest bi nifirên xwe dikirin û ji bo nîşandana aqil û feraseta xwe, qala tiştên hîç û pûç ko hîç bala min nedikêşandin, dikirin, lê min ne xem bû, herçî ez bûm, min jî memikên wê difirkandin, bi lêvên xwe ko jê girêz diçû, gerdena wê ya gewher radimûsand û geh stran, geh şiîr, geh serbest, geh biwezîn, jê re rêz û heyranok dixwendin. [3493 uzun_hawar] Ji bilî belqityo û korê pîsê heram, ewê çend navên din ên balkêş li min kiribûn; singo, misaso û mîrkuto. [3494 uzun_hawar] Sing, misas û mîrkutê ko di heyata wê û mala şivanan de hertim girîng bûn, niha xwe gîhandibûn bedena wê û jê deng radikirin. [3495 uzun_hawar] Heyra, ji nav van navan, mîrkut, yê herî baş e, min digotê û mîna mîrkutek ko dan dihenciqand, dioriyam; [3496 uzun_hawar] Mîrkuto, lo mîrkuto Dikute, lo mîrkuto Mîna darkutkuto Her dikuto, her dikuto!.. [3497 uzun_hawar] Herçî Armê bû, bedena wê jar, dilê wê bikul, ruhê wê ziravbihîstiyar bû. [3498 uzun_hawar] Heke ez bibêjim we ko ew xweşik bû, derew e, naxêr, ew ne xweşik bû û heke hûn li rê pêrgî wê bihatana, ez êmin im, we dê lê nenihêrta. [3499 uzun_hawar] Heşê wê jî, tevî ko ew keça Mam Sefo û Senemxanê bû, ne ewçend zêde bû, jîrî û jêhatîbûn jê bi dûr bûn. [3500 uzun_hawar] Wê ne dinya nas dikir, ne civat û bajarê ko tê de dijiya û ne jî der û dorên xwe û hîç carekê ev yekên hanê meraq jî nedikir. [3501 uzun_hawar] Lê dengê wê yê zirav û narîn, bal û nêrîna wê ya nazik, gav û tevgera wê ya giran, bedewiyeke nediyar didayê. [3502 uzun_hawar] Tevî ko hertim bîhna wê teng bû, hertim naz û tîz dikir, ji bervajiyê Gulîzerê, ewê çu carê dengê xwe bilind nedikir û jê hîrehîr ranedibû. [3503 uzun_hawar] Dilê wê tenik bû û hem ji min hem ji însanên doraliyên xwe hez dikir û hertim dil dikir alîkarî bike. [3504 uzun_hawar] Ewê behsa qumçikên fîstanên xwe, qewraşên ko xwîn li wan ketibû, şorba ko kelê bû, pîrhevoka ko ewê di tenişta nivînan de dîtibû, laleyên ko pelên xwe yên sor vedikirin û mûyên bin çengên xwe ko ewê nikarîbû, bi temamî, jêkira û jê bîhna xwidanê dihat, dikir. [3505 uzun_hawar] Heyra, bîhna xwîdanê, mîna bîhna misk û emberê ye, min digotê û destê xwe davêt bin çengê wê, heke ji te jî mîna min, her celeb bîhn bihata, te dê çi bikira? [3506 uzun_hawar] Lê tevî henek û qeşmeriyên min, ew nedikeniya û ji nexweşiya diya xwe û vir ve, ewê lîstikên me yên zarotiyê ko di zêrzemînên mala wan de, piraniya caran bi alîkariya bilo dihatin pê, ji bîr kiribûn. [3507 uzun_hawar] Gava em li mala min, an li mala wan, li mezelê wê û di bin xaç, sûretên Îsa Mesîh, find û qendîlan de, bi tena serê xwe bûn, ewê carina bi tenê tiştekî dikir, radibû ser piyan, dihate tenişta min, hinekî ji paşve, li milê min ê rastê disekinî, fîstanê xwe ji xwe dikir û memikên xwe yên biçûk nîşanî min dida. [3508 uzun_hawar] Lê helbet min, bi wî terhî, memik nedidîtin, ji ber ko çavê min ê rastê nedidît. [3509 uzun_hawar] Koro, lê binihêre, ewê digot, lê gava ez hinekî dizivirîm, ew jî, hingê biken, hinekî din dizivirî da ko ez memikan nebînim. [3510 uzun_hawar] Lê sîh û sê çîrokên hirçê hene û hemû li ser hurmiyê ne. [3511 uzun_hawar] Di heyata min a duwemîn de ko di navbera Gulîzerê û Armê de derbas dibû, sîh û sê çîroken min hebûn û hemû li ser memikan bûn. [3512 uzun_hawar] Lîstika wê ya tekane bêfeyde bû, min xwe dihîgandê û bêyî ko zerarekê bidimê, min parsûyên wê diguvişandin û memikên biçûk difirkandin. [3513 uzun_hawar] Lê belê gilî û gazinên wan ên zewacê, vitevit û belangaziyên wan ên dawet û dîlanê û çêr û qîrînên Gulizerê roj bi roj zêde dibûn. [3514 uzun_hawar] Carina, ji bo ko ez jî bersivek bidim, min digot, [3515 uzun_hawar] Heyra, ez dengbêj im, ez stran û şiîran lêdikim, ji min bihewin... [3516 uzun_hawar] Hingê Gulîzerê bi dengekî ko lê dihat, diqîriya ser min; [3517 uzun_hawar] Ez guyê ometê têxim nav dengbêjî û şiîrên te! [3518 uzun_hawar] Armê gotinên weha bi kar nedianîn, lê ewê jî stûyê xwe xwar dikir, bi lava, li min dinihêrî û digote, [3519 uzun_hawar] Ma deng û şiîr ê heyata te bi rê xe û zike te têr bike? [3520 uzun_hawar] Ma dengbêjên din ko xwedî zar û zêç in, di wextên xwe yên vala de, stran û şiîran lênakin? [3521 uzun_hawar] Ma min, rebenê Xwedê û dînê gotinan ko hemû umrê xwe dabû gotinê, dikarîbû çi bigota û bi çi celeb gotinan rewşê bi wan bida fahm kirin? [3522 uzun_hawar] Lê hingê, di wan rojan de ko tevnên Armê û Gulîzerê li dora min dihate ristin û cîh li min teng dikir û êdî ez hêdî hêdî têgihîştibûm ko eşq, henek û kêf jî çu carê bêyî stirî nedibû û evîn bêyî êş û azar nedikemilî, sefera min a welatê Hekaran û gundên keldanan hate pê. [3523 uzun_hawar] Dengê Stêrê hingê, di wê sefera min a çiyayên Hekaran de, cara yekemîn kete guhê min, lê ne mîna gotin û kite, mixabin mîna nalîneke kûr. [3524 uzun_hawar] Cizîr dîsan bûbû ardûya dadayî ko beroş li serê hatibûn hilawestin û hatin û çûyin, gotin û qise, derew û buhtan yekcar zêde bûbûn. [3525 uzun_hawar] Mîna ko destekî nediyar, ji nişka ve, perdeyeke reş a kîn û nefretê bikêşîne ser bajêr, welê bi tenê çêr, nifir, fort, gotinên neçê yên dijminahî û berberiyê li bajêr digeriya. [3526 uzun_hawar] Bajarê ko hewl dabû da ko bibe navendeke îlim û îrfanê, biratî û dostiya ehl, ziman û olan û zewaca di navbera misilman û filehan de perû dikir, qulipîbû ser dûjehekê ko jê agir radibû. [3527 uzun_hawar] Xelkê ko di nav agirê dûjehê de bû, bêyî ko dûjehê bibîne û bîr bi agirê dûjehê bibe, qala axret, bihîşt, bexçeyên bihîştê dikir. [3528 uzun_hawar] Dewr û dewran bi mij û dûman bû û guran ji mij û dûmanê hez dikirin; bajar bûbû warê kevneperestan ko dînê îslamê li ser dijminahiya ehlê file şerh dikirin û kuştina filehan mîna sewab, heta mîna ferz nîşan didan. [3529 uzun_hawar] Medresa Sor ko warê îlîm û zaninê bû, niha bûbû warê pistepist û gotinên kirêt, meclîs û dîwanên rîhspiyan bûbûn warê fitne û fesadiya filehan, qahwe û dûkan bûbû warê kambax ê rik û nefretê. [3530 uzun_hawar] Ez nizanim ka ew hemû ji kû, welê bi carekê, peyda bûbûn, lê her celeb xoce, şêx, seyid, mele, alîm û şagirtên dînî, her yek ji derekê hatibû û li Cizîrê civiyabûn û tevgerên nû yên dînî ava kiribûn. [3531 uzun_hawar] Hemeyê fistûj ko êdî mîna Hemeyê Malmîran dihate bi nav kirin, tevgereke xurt, mîna tevgera Hesen Sebehê faris ko bi tehdît û kuştinê jî radibû, ava kiribû û navê wê danîbû Hedef. [3532 uzun_hawar] Hedefa ko Heme û peyayên wî qal dikirin, belavkirina dînê îslamê û qirkirina filehan bû. [3533 uzun_hawar] Bûrayê Heme, Kemaledînê cîrcîrok ko mîna Heme dirêj, zirav û jar bû û dengê wî jî mîna qijikê tîz û bed bû, tevgereke din ava kiribû û navê Riya Rastî lê kiribû. [3534 uzun_hawar] Yanî riya rastiya exret, dîn, îman û bihîştê ko ji dijminahiya kesên ko mîna wî nedifikirî û kuştina filehan derbas dibû. [3535 uzun_hawar] Xwedê Teala çi esebiyet, kîn û nefretên dinyayê hebû, hemû xistibûn zikê wan û ji lewre, ji ber esebiyet, rik û kînê, ew hertim mîna misasê dirêj û zirav bûn. [3536 uzun_hawar] Mîna wan, hîn gelek tevger, meclîs û dîwan li welatê Cîzîra Botanê û Hekaran hatibûn pê û li her derê mîrekiyê û welêt, ayet û hedîs li ser lêvên wan, diqîriyan û digotin; [3537 uzun_hawar] Kesên xêrê, naçin dêrê. [3538 uzun_hawar] Ew li bazar, xan, hemam, aşxane, qahwexane, dûkan, mizgeft, gund, şikeft, zozan, meclis û medresan digeriyan û geh bi pisepis, geh bi qîreqîr, digotin; [3539 uzun_hawar] Hespê kule, seyê tûle, mêrê file lê mebe ewle... [3540 uzun_hawar] Ev hemû tişt ji bo keldanan bûn û kesên ko kuştina keldanan dixwestin, bi çavsorî, paşgotinî, xirecir û qîreqîreke bêpayan, dengê ehlê aklî selîm û xwedî wicdan birîbû. [3541 uzun_hawar] Her kesê ko mîna wan nefikiriya, mîna wan tevger girêneda, li gora wan, xayînê dîn û îmanê, sûtalê ehleq û pergalê bû. [3542 uzun_hawar] Herkes diviya li wan guhdarî bikira, li gora wan gav bavêta, serekatiya wan qebûl bikira û stûyê xwe li ber wan xwar bikira. [3543 uzun_hawar] Dîsan hukmê şûr û tivingê li dar bû û ji Mîr pê ve, hew kesekî din dikarîbû rê lê bigirta. [3544 uzun_hawar] Bayê xezebê dîsan rabûbû, tofaneke nû li rê bû û pêla ko baskên xwe dişidandin, bi hemû hêza xwe dihat. [3545 uzun_hawar] Herçiqas çêla filehan dibû jî, armanc û hedef keldan, nemaze keldanên nastûrî bûn. [3546 uzun_hawar] Kesî ji bo ermenên heremê çu tişt nedigot û nedikir, lê çaxa qal dihate ser keldanan, agir ji devê herkesî dibarî. [3547 uzun_hawar] Hin şêx û seyidan bi qîreqîr digotin; [3548 uzun_hawar] Ew filehên pênceperan! [3549 uzun_hawar] Ew kî ko li hember dîne îslamê rabûne? [3550 uzun_hawar] Xwîna wan helal, kuştina wan sewab e!.. [3551 uzun_hawar] Hin kesên xwenda, mîna Heme û Kemaledîn jî bi îzehetên dirêj didan zanîn ko keldan, striyê çavê welatê kurdan bûn, di nav kurdên ezîz ên misilmanan de li pey dewleteke fileh bûn û wan bi pozbilindî û rabûna xwe, xencer li dilê kurdan û misilmanan xistibû. [3552 uzun_hawar] Herçî beg û giregirên ko di esasê xwe de li pey erd û heyînên keldanan bûn, wan jî li gora xwe mesele diyar dikir û digotin; [3553 uzun_hawar] Keldan bitir bûne, êdî ne bac didin, ne jî li begên xwe guhdarî dikin, bi wan welê ye ko ew jî tiştekî ne. [3554 uzun_hawar] Wan ders divê, ew divê di xwîna xwe de bêtin gevizandin. [3555 uzun_hawar] Gotin bêrawest dihatin gerandin, lê xwediyê gotina dawîn Mîr û qesra ko li tenişta çemê Dîcleyê bû, ko mîna nobedareke qedîm a hemû tarîxa navçê dixuya. [3556 uzun_hawar] Herkes bi meraq, li hêviya biryara Mîr bû. [3557 uzun_hawar] Begên Hekaran Nûrilah û Derwêş alîkarî ji Mîr xwestibûn da ko wan bi hev re êrîş bibira ser dever û gundên keldanan û kevir li ser kevir nehîştina, lê Mîr nedilezand û di biryara xwe de giran bû. [3558 uzun_hawar] Dîsan civîn û civat digeriyan, beg û giregir dihatin û diçûn û ji her serî gotinek derdiket. [3559 uzun_hawar] Qendîl û meşaleyên qesrê heta ber destê sibehan pêketî bûn, nobedarên nîşanger, tivingên wan ên zîvhêlî li milê wan, li dora kelehê û li ser bircan diçûn û dihatin, berî ko tav li wan hilwere û kesekî wan bibîne, qasid bi dizîka diketin qesrê û jê derdiketin. [3560 uzun_hawar] Herkesî dizanîbû ko biryar ê, mîna hemû biryarên girîng, di berbangeke nû ya sibehekê de bihata diyar kirin. [3561 uzun_hawar] Ji lewre, li ber destê spêdan, hawîrdor bêdeng bû, tevî ko herkes hişyar bû, însan bêlebat, bêtevger, li hêviya xeberekê bûn. [3562 uzun_hawar] Dinya zahf germ bû, havînê tîna xwe bera dile axê dabû û xelk li ser banan, li ser textan diniviyan û li ber destê sibehan, di nav nivînên xwe de, li rijandina stêran û li tîrêjên yekemîn ên tavê ko li pey çiyayê Cûdiyê serî hildadan, dinihêrtin û guhê xwe bel dikirin da ko xebera li rê bibihîsin. [3563 uzun_hawar] Bi tenê di wan demên kurt ên destpêka rojeke nû de, çaxa stêr diçun ava û tîrêj serî hildidan, hawîrdor ji kurtepista bêpayan bi dûr bû û di nav bêdengiyeke kûr de ko bêdengiya mirinê dianî bîra însên, ber bi rojeke nû diçû. [3564 uzun_hawar] Hingê, bi tenê hingê, berî ko cîrcîrok û qîjqîjok dest bi zirt û fortan bikin, ehlê bajêr pêrgî rastiya xwe û heyata xwe ya nediyar, pêrgî tirs, xof, wicdan û merhemata ko hatibû veşartin, dikir. [3565 uzun_hawar] Wan berbangên rojên germ ên havînê, destpêka havîneke din ko bi qasî wan spêdan bêdeng bû, dianî bîra min; rojên êrîşa li dijî Seîd Begê û keleha wî. [3566 uzun_hawar] Hingê jî bêdengiyeke bêpayan û ecêb civat û bajar vegirtibû, dar û dahl, zevî û devî, newal û gelî, însan û teyr, gund û bajar bêdeng bûn, hukmê tirs û xofa bêdeng û şûr û tivinga bideng li dar bû. [3567 uzun_hawar] Bi min welê dihat ko çaxa bira li bira, cîran li cîran dihate xezebê, bêdengiyê jî perdeya xwe ya reş radikêşand ser hawîrdor. [3568 uzun_hawar] Lê îcar bi tenê di destê spêdan de. [3569 uzun_hawar] Min ji Yezdanê pak hêvî hebû ko dewr û dewran dubare nebûya, rojên Seîd Begê bi şûnde venegeriyana û Mîr bi biryara xwe dewr û dewranên tirs û xofê venejanda. [3570 uzun_hawar] Lê mixabin, di taştêyeke sibeheke çîk î ronî de, mîna cara berê, Mam Sefo ko yekcar ketibû, vegeriya malê, hate nik me, min û Migo ko li kitabxanê li hêviya wî bûn, bi girî, bi dengekî ewçend sext ko min hîç nebihîstibû, kitabên Tewrat, Zebûr û Încîla Lûqa li ber wî, xebera nû gîhande me; her çi kesê ko li hember gotina Mîr rabûya, diviya bi sertî bihata cezakirin û ji lewre Mîr ê êrîş bibira ser keldanan. [3571 uzun_hawar] Ne kêm, ne zêde, wext, ji nû ve dubare dibû û ji ber ko min wexta berê û bûyerên qewimîn, bi kitekit, di şevên borî de gotibû we, ez jî niha mîna wexta teres nekim û gotina xwe dîsan nebêjim û ne çêla halê Mam Sefo bikim, ne jî bûyerên ko li pey biryarê hatin pê. [3572 uzun_hawar] Ji nû ve tevgereke boş a eskerî dest pê kir, şûr ji kalan hate kêşandin, xencer tûj bûn, berik ketin devê lûleyan û êrîşeke xedar, ji çend milan, siwar û peya, tevî duwa, ayet û hedîsên dîndaran, bi quwetên eskerî yên Cizîra Botan û Hekaran, ber bi çiyayên keldanan rijiya. [3573 uzun_hawar] Piştî çûyina Mîr û hêzên wî yên çekdar, bajar dîsan kete halê xwe yê berê ko heyateke rojane, bêyî çu armanc û hedefên mezin dimeşand. [3574 uzun_hawar] Ew deng û qîreqîrên ko bajar vegirtibûn, bi sefera Mîr, hate birîn û xwediyê deng û qîreqîran jî tevî hêzên çekdar, berê xwe dan dijminên dîn û îmanê. [3575 uzun_hawar] Piştî biryar û sefera Mîr, êdî çu kesekî ko bikaribûya tiştek bikira, nîn bû, – heke em osmaniyan nehesibînin, lê mîna ko ew jî bi bûyeran qayil bin, tevî ko haya wan ji şer û seferê hebû û wîlayeta Mûsil, Diyarbekir û Wanê gelekî nêzîk bû û esker û sîxûrên wan li her derê welêt digeriyan, deng ji wan dernediket. [3576 uzun_hawar] Hema çi bigire bajar vala bûbû, Mam Sefo herdu zarokên xwe Migo û Armê hildabû û bi qesta ziyaretê dîsan çûbû welatê Wanê, Heme jî xweha xwe hildabû, tevî jin û zarokên xwe, çûbû nik şêx û seyidên Şemzînanê, da ko nêzîkî şer û pevçûnê bûya. [3577 uzun_hawar] Yezdanşêr ko êdi bûbû peyayê herî girîng ê Mîr, pê re çûbû û Têlî jî çûbû welatê Xerza, Xelat û Norşînê, nik şêx û medreseyên wan. [3578 uzun_hawar] Herçî ez bûm, tevî ko Mam Sefo dil kiribû ez bi wan re biçûma û Yezdînşêr xeber şandibû ko ez pê re bûma, ez neçûm çu deverê û li bajêr mam û min xwe ji her carê bêtir da ser gotinê. [3579 uzun_hawar] Dinya germ û hawîrdor ronî bû. [3580 uzun_hawar] Pirî caran, tevî ko lingê min ê rastê, piştî sefera kelekê ya çemê Dîcleyê, hinekî dikuliya, ez pêşî siwar, paşê peya, hildikişiyam bilindahiyên çiyayê Cûdiyê, li wir, li ber devê şifektekê, ko hemû welatê Cîzîra Botanê jê mîna lewheyeke kitabxana Mam Sefo dixuya, li ser tehtekî, kulavê ko ji Apê Xelef ji min re mîrat mabû, di bin min de, rûdiniştim, min cixareyên xwe yên şevê dipêçandin û tevî heste û mewîj, hejîr, gûz û behîfen ko di bêrîken şalên min de bûn û min derxistibûn, datanîn pêşiya xwe, di bin xalîçeya rengîn û çirûsî ya stêran de, li axa xopan a xezebê ko li ber min raxistîbû, dinihêrî û li tofana Nûh, li tofanên ko li pey tofana nûh rabûbûn û li tofana ko di wan rojan de, di navbera neviyên Nebî Nûh de radibû, difikirîm. [3581 uzun_hawar] Pêçiyên destê min ê rastê li ser teyrê min ê tawis ko di stûyê min de bû, geh bi qîrîn, geh bi awazeke nerm, min gotin li hev dianîn û distram. [3582 uzun_hawar] Gerçî gotin, yên min bûn, min ew di kûrahiyên ruhê xwe yê dîn û heşê xwe yê peregende de peyda dikirin û li hev siwar dikirin, lê belê di esasê xwe de, ew hemû gotinên qeder û serpêhatiyên xezeb û tofanên kevnare bûn. [3583 uzun_hawar] Carina bi min welê dihat ko min her gotinên nû, bi awazeke nû digotin, lê di derengê şevê de, gava ji bo kêşandina cixarê ez disekinîm, hingê min bîr dibir ko gotin, gotinên kevnare bûn ko beriya min jî bi hezaran caran hatibûn gotin. [3584 uzun_hawar] Carina jî bervajiyê wê, çaxa min gotinên ko min ji ders û tecrubeyên kevnare wergirtibûn û ji stran û serpêhatiyên berê jiber kiribûn, dubare dikirin, di kêliyên west û bîhnvedanê de, ez li xwe wardiqilîm ko di nav wan gotinên kevnare de gotinên nû jî hebûn. [3585 uzun_hawar] Tarîxê her xwe dubare dikir, lê heye ko bi kirasekî nû, bi risandin û hûnandineke nû; gotinê her xwe dubare dikir, lê heye ko bi hîs, pêjn, hest û bihîstiyarên nû. [3586 uzun_hawar] Qewimîn û rastiyên nû gotinên nû li qal, çêl û qiseyên kevnare zêde dikirin, mîna stêrên ko li ser serê min dilîstin, diçirûsîn, dixuricîn û dirijiyan. [3587 uzun_hawar] Carina, gava stêreke zer a ronî ji milekî asimên ber bi milekî din dixuricî û diheliya, ez jî li qedera însên, milet, ziman û medeniyetan difikirîm. [3588 uzun_hawar] Însan û milet, welat û medeniyet jî mîna stêran bûn; hildibûn, dixemilîn, diçirûsîn, diçirişîn, bi şewqa xwe ronî direşandin û bi dû re jî, diheliyan û winda dibûn. [3589 uzun_hawar] Lîstikek ko her şev dubare dibû û lîstika abadîn a însan û însaniyetê dianî bîra min. [3590 uzun_hawar] Xeber û nûçeyên êrîş û şer her roj digihîştin bajêr, lê belê heta ko min netîceyên êrîş û şer bi çavê xwe nedîtin, min bi wan xeberan bawer nekir. [3591 uzun_hawar] Piştî sefera Mîr, em bibêjin bi qasî mehek, mehek û nîvê bi dû çûyina Mîr û çekdarên wî re, keyayê Mam Sefo, di danê êvarekê de, çaxa min haziriya xwe û çûyina çiyayê Cûdiyê dikir, bi dizîka hate malê û xeberek gîhande min; heke ji min bihata, Mam dil dikir ko ez ber bi deverên şer, Tiyarî û Aşîtayê biçûma û heye ko min bikaribûya malbatek ko li wir, di nav agirê şer de mabû, ji agir xelas bikira. [3592 uzun_hawar] Guhdarên delal, heke bête bîra we, min di şevên me yên borî de, ji we re behsa gera me ya Mûsil, Bexda û Babîlê, rêwîtiya me ya kelekê, xwediyê kelekê Apê Yaqûb, kurê wî Bedros û segê wan Gurzo kiribû. [3593 uzun_hawar] Malbata ko Mam Sefo dil dikir ko min bifilitanda, jin û zarokên Apê Yaqûb bûn. [3594 uzun_hawar] Apê Yaqûb û Bedros, ji agirê şer dûr, li Mûsilê bûn, lê belê malbat di nav êgir de mabû û ewî xeberek gîhandibû Mam Sefo ko li dûr, li welatê Wanê bû û jê alîkarî xwestibû. [3595 uzun_hawar] Mam Sefo, ew însanê ko hew dikaribû gotina xwe bigîhanda Mîr, jina xwe û hevalên xwe yên gerandina şixulên mîrekiyê, bi biryara dawîn a Mîr re, winda kiribûn, lê tevî şikestinê esalet û maxrûriyê terk nekiribû û xwe bêdeng spartibû deng û gotinên kitaban û êdî di warê şer û pevçûnê de ji destê wî çu tişt nedihat, xeberek veguhezandibû min da ko ez biçûma hawara malbatê. [3596 uzun_hawar] Li milekî min nikarîbû gotineke Mam bikira dudo, li milekî jî min nikarîbû çêyiya Apê Yaqûb û Bedros, ew însanên ko bi alîkariya min rabûbûn û bêyî ko çu tiştekî bixwazin, heta Mûsilê bi me re hatibûn, ji bîr bikira û di ser de jî, min mîna her carê, îcar jî bûyer û qewimînên welatê Hekaran zahf meraq dikir û di cîh de min biryar da ko ez biçûma welatê Hekaran û hingê min ji keya tika kir ko ew, ji bo dotira şevê, sê hespên bezê, sê tivingên lûledirêj, sê têrên tijî xwarin, du kûzên tijî av, kîsekî biçûk tijî pere, kîsekî mezin tijî berik û du peyayên ne file, lê misilmanên pêbawer û nîşanger ko dikarîbûn berik ji qula derzî derbas bikirana, li hewşa malê hazir bikira û li hêviya min bisekiniya. [3597 uzun_hawar] Dotira rojê, çaxa şev daket û bêdengiya ko jixwe bajar vegirtibû, bi temamî perda xwe kêşand ser bajêr, şal û şapikên min ên rengîn ên botî li min, kulozê min ê fireh ê kesk û sor li serê min, teyrê min ê tawis li stûyê min, di kêleka çêm re, bi gavên sivik û çapik, min da rê û çûm mala Mam Sefo. [3598 uzun_hawar] Keya daxwazên min bi cîh anîbûn û hesp, têr, kûz, peye, keya, du qewraş, li hewşê, li benda min bûn. [3599 uzun_hawar] Êdî gotin nediviya, min silav li hevalên xwe yên rêving kir, ew nasîn, tivingek çeprast avêt milê xwe, rext girêda, li hespê ko keya ji bo min amade kiribû siwar bûm, ji yên mayî xatir xwest û tevî hevriyên xwe û têr û kûzên xwe, bi rê ketim. [3600 uzun_hawar] Lê berî ko em ji hewşê derkevin, keya kîsên pere û berikan jî gîhande min û gote min; [3601 uzun_hawar] Gundê ko malbat tê de dijî, di navbera Tiyariye û Aşîta de, li bin geliyekî ye. [3602 uzun_hawar] Heye ko xelkê gund xwe spartibe şikeftan. [3603 uzun_hawar] Gundekî di navbera çiya û geliyan de... şixulê min ne hêsan bû, min ne navê gund dizanîbû, ne jî bi misogerî cîhe gund, di nava şer û pevçûnê de, diviya ez lê bigeriyama û min bipirsiya, lê ne xem bû, heke tiştekî neçê jî biqewimiya û xirabiyek jî bihata serê me, diviya ez biçûma. [3604 uzun_hawar] Me xwe bi hêdîka berda hembêza şeva germ û ronî ya wextekî şer û pevçûnê ko li hêviya me û rêwîtiya me bû. [3605 uzun_hawar] Mîna her şeva kambax ko bi bêdengî û westa şer û pevçûnan rapêçayî bû û çu kesî nizanîbû ka li pey perda tarî ya şevê çi hebû, şeva me jî, tevî ronahî û lîstikên stêran, bêyom bû. [3606 uzun_hawar] Ne bayek hebû, ne jî hûnikahiyekê û hê di destpêka rêwîtiyê de, heye ko ji germê, yan ji xof û sawê, min xwîdan da û bi xwîdana li ser eniya xwe, min hespê xwe ber bi warên hûnik, warên ko ne bi xwîdanê, lê bi xwînê vedigevizîn, ajot. [3607 uzun_hawar] Gav bi gav, qonax bi qonax, me nêzîkî li welatê Hekaran, qata şer kir. [3608 uzun_hawar] Di her gava me, di her qonaxa ko me dibirî de, nîşan û alemetên şer dixuyan. [3609 uzun_hawar] Rê, xan, pir, bihur hemû girtîbûn û bi tenê, bi rêdayina nobedarên çekdar, însan dikarîbû tê re derbas bûya. [3610 uzun_hawar] Hejmara kerî û naxiran kêm bû û ji her cîhê ko esker derbas bûbû, çal, kort û şopên lingên wan û simên hespên wan dixuyan. [3611 uzun_hawar] Gav bi gav hawîrdor asêtir, çûyin dijwartir û xof û tirs bêtir dibû. [3612 uzun_hawar] Ji ber bextê min ê çê eskeran ez nas dikirim û bi henekên xwe, rê didan ko em di riya xwe de biçûna. [3613 uzun_hawar] Çaxa em ketin nav çiyayên Hekaran, me bihîst ko şer bi serfirazî kuta bûbû, keldan têkçûbûn, patrîkê wan Mar Şemûn ko serekê wan ê civakî û ruhanî bû û malbata wî, tevî keşe û metranên navdar ên nastûriyan, kitab û mîratên wan ên dînî li ser pişta hesp, ker û bergîran, bazdabûn û çûbûn Mûsilê û hêzên Cizîra Botanê û Hekaran, bêyî zirar û ziyanekê, ji çiyan vedikêşiyan. [3614 uzun_hawar] Tarîx dîsan dubare dibû, dîsan hêzên çekdar ên serfiraz welatekî şewitî li pey xwe hîştibûn û vedigeriyan û ez, çavê min ê kor dîsan bi jan û liyan, ber bi şewatê diçûm. [3615 uzun_hawar] Şewat rastiya min bû û ez îcar jî dîsan ber bi şewatê diçûm. [3616 uzun_hawar] Geh di bin tava sincîrî ko mîna topeke agirê dûjehê bû û geh di bin stêrên ko bêziman, lê ez bawer im, matmayî li me, li însanên ko qira hevûdu dibirin, şahidî dikirin de, her gava ko me hîn bêtir nezîkî li dilê çiyayên Hekaran dikir, rastiya şer jî hîn bêtir li ber me xuyadibû. [3617 uzun_hawar] Herçend rê tengtir, însan û gund kêmtir, dar û dahl boştir, zinar û çiya asêtir, newal û gelî kûrtir dibûn, rastiya ko me didît jî ewçend kirêttir û hovtir dibû. [3618 uzun_hawar] Gotina ko berdevkên şer û cîrcîrok û qîjqîjokên dîn û îmanê, mîna hedîsekê her dubare dikirin, îcar rast bû; kevir li ser kevir nemabû. [3619 uzun_hawar] Dar, dahl, devî, daristan şewitîbûn, pozê çiyan bi dû û dûmanê reş dikir, devê geliyan, da ko kesekî nikaribûya bireviya, bi dar û keviran hatibû tijî kirin, li serê newalan kozik hatibûn vedan. [3620 uzun_hawar] Çaxa em, bi hezar zehmetî, gihîştin bilindahiyên çiyan û kûrahiyên newal û geliyan, yanî dilê welatê Hekaran, warê bav û kalên keldanan, hingê min rastiya şer a bêzar û bêziman, bi hemû zelaliya ko şerekî dikare berpeş bike, dît. [3621 uzun_hawar] Gund hilweşiyabûn, hemû mal û xanî, tevî ka, kadîn û zexîrê, şewitîbûn, zevî, axa çandiniyê, bax û bexçeyên fêkî û sewzeyan, av, co, lîç, ger, bîr, bincan û nêrdewanên bendên avê ko keldanan ji bo avdana zevî, bax û bexçeyan lêkiribûn, kavil bûbûn, dêr şewitî, dîwarên wan hilweşiyayî û xaç û zengilên wan jihevketî bûn. [3622 uzun_hawar] Ji hemû hawîrdor bîhneke giran a şewat, dû, dûman, xwîn, xwîdan û mirinê radibû, komên mêş, pêşî, moz û gêreyan viziniyeke bêpayan dianin pê, cendekên pez, dewar, hesp û bergîran peregende, li vir, li wir, li erdê vegivizîbûn û bi bîhnê difnikên însên dişewitandin, însanên mirî, li ber deriyên malan, li hundir, li ser ban û eywanan, di nav hevşo û kadînan, bax û bexçeyan, di bin quntarên çiyan de bi derbeyên tivingê yan yên şûr ketibûn. [3623 uzun_hawar] Zarok, kal, pîr, jin, mêr her celeb însanên ko di nav xwînê de bûn, niha bûbûn para teyrên dirende ko xwediyê wan çiyayên bilind bûn û para keftar, çeqel, hirç, rûvî û gurên ko xwediyê newal, gelî, şikeft û bihurên welatê Tiyari û Aşîtayê ko navê xwe ji haş û aştiyê wergirtibû, lê niha qulipîbû qata şer, bûn. [3624 uzun_hawar] Li der û dorên me, carina, ji dûr ve, hin însanên ko ji berika tivingê û fizîna şûr xelas bûbûn, li ber çavê me diketin, lê çaxa wan em didîtin, mîna ask, simore û kêwroşkên wan çiyan, baz didan û xwe di nav zinar û daran de vedişartin. [3625 uzun_hawar] Em gihîştibûn dilê welatê Hekaran ko niha bûbû welatê mirî û kuştiyan. [3626 uzun_hawar] Cendek, mirî û kuştiyan hîseke welê dianî pê ko ne ez ne jî kesekî din dikare bîne zimên. [3627 uzun_hawar] Bêhejmar mirî û kuştî li erdê bûn û êdî çu vegera wan nîn bû û heyatek ko jixwe di nav neçarî, bêkesî û nezaniyê de bû, bi vî terhî, bi tiving û şûrê rik û nefretê, bêyî şîn û tahziye, bêyî stran û dîlan, bêyî gor û veşartin, ji nişka ve, kuta dibû û di bin tava germ de, mîna ava coyekê miçiqîbû. [3628 uzun_hawar] Hingê, di rewşeke wele de, ez têgihîştim ko însan li hember wê rastiya kirêt hîç ne tiştekî bû. [3629 uzun_hawar] Di kûrahiyên zinar û çiya, dar û daristanên welatê ko ji dinyayê bi dûr bû, mirinê konê xwe vedabû û bêyî çu dengî, li hawîrdor ko bi tîren tavê dikizirî, olan dida. [3630 uzun_hawar] Li wir, di nav geliyên kûr de, ji nişka ve, ez pêrgî rastiya axa xezebê ko ji sedan, heye ko ji hezaran salan û vir ve her qedera herême bû û hem min hem jî kesên beriya min hertim qal kiribûn, hatibûm. [3631 uzun_hawar] Lê belê rastî li ber min û hevriyên min, gav bi gav, her cara ko em hinekî din, di ser taht, zinar û newalên bêbinî re, bi alîkariya hespên me yên jêhatî, hîn bêtir dadiketin binê geliyan, kûrtir dibû. [3632 uzun_hawar] Agirê dûjehê bi daristanê ketibû û hişk û ter tevde şewitîbûn; serî jêbûbûn, mil, pî, ling, dest ji bedenan veqetiyabûn, çav derketibûn, bîvil, guh mîna libên tisbiyan li ser tehtan hatibûn raxistin. [3633 uzun_hawar] Dinya di nav tava germ de disincirî, lê ez, îcar dewsa xwîdanê, ji sermayê diricifîm, dinya bi ronahiya tavê diçirûsî, lê mîna ko perdeyeke reş ketibe ser çavê min ê sax jî, dinya li ber min reş bûbû. [3634 uzun_hawar] Min ê çi bikira, ji kê, çawan malbata Apê Yaqûb bipirsiya? [3635 uzun_hawar] Bi hezaran însan ko daristana agir pêketî, dianîn pê, peregende, ketibûn û ez jî li pey dareke daristanê bûm. [3636 uzun_hawar] Heke ez biçûma û min ji kurdên misilman bipirsiya, hingê heye ko em jî bibûna darên daristanê. [3637 uzun_hawar] Herçî keldanên saxmayî bûn, ewana jî em kurd dihesibandin û berî ko em bigihên wan, ji tirsan, bazdidan û di nav zinar û taht, dar û dahlan de winda dibûn. [3638 uzun_hawar] Çi tiştekî ko me bikaribûya bikira, nîn bû, bêgav, me rûyê xwe ji rastiya şer zivirand û serê hespên xwe ber bi welatê Cizîra Botanê kir. [3639 uzun_hawar] Lê hingê gava em êdî dizivirîn, tiştekî qewimî û li pey zincîreke zinaran segekî gurêx peyda bû û bi lez û bez dirêjî me kir. [3640 uzun_hawar] Peyayê tenişta min tivinga destê xwe rast kir da ko seg li erdê bigevizîne, lê min ew da sekinandin. [3641 uzun_hawar] Segên gurix ên terbiyekirî, çu carê, bêyî şivan û bêyî pez, dirêjî însên nedikirin û li milê din, segê ko ber bi me baz dida, bi min xerîb nedihat. [3642 uzun_hawar] Çaxa seg nezîkî li me kir, min segê zahf gir, ji stûyê wî yê spî û qalind û ji tevgera wî ya xurt nasî; ew, Gurzo bû. [3643 uzun_hawar] Belê, Gurzoyê Apê Yaqûb ko di sefera me ya çêm de bi me re bû û heyata me xelas kiribû. [3644 uzun_hawar] Welê dixuya ko piştî çendîn salan, ewî dis-an ez nasîbûm û loma ber bi me hatibû. [3645 uzun_hawar] Tafilê ez ji hesp peya bûm û ber bi Gurzo çûm. [3646 uzun_hawar] Gurzo, Gurzo, mîna ko ez bav û diya xwe bibînim, min bi qîrîn got. [3647 uzun_hawar] Gurzo xwe avête ser min, dest û rûyê min alast, ez hembêz kirim. [3648 uzun_hawar] Ez nizanim ka çawan û li kû, lê ew birîndar bû, stûyê wî û hêtê wî yê rastê bi xwîneke hişkbûyî sor dikir. [3649 uzun_hawar] Heye ko ji ber pîrbûnê bûya, lê ew maxrûrî û nêrîna sert hew li ser rûyê wî û di tevgera wî de dixuya, ewî bi hêdîka kûzekûz dikir û destê min dalast. [3650 uzun_hawar] Min ji tûrekî nan derxist û dayê, lê ew zahf birçi bû, mîna gurekî birçî ewî nan bi carekê xwar. [3651 uzun_hawar] Mîn dîsan dayê. [3652 uzun_hawar] Gurzo, min digotê û destê xwe li ser serê wî digerand, Gurzo, çi bûye, çi qewimiye, ev çi hal e? [3653 uzun_hawar] Çi bi serê we hat, çi bi serê mala Apê Yaqûb hat? [3654 uzun_hawar] Min dil dikir ko ewî bersîva min bida, bi min re bipeyiviya, da ko min dest bi giriyê bikira û ez têra xwe bigiriyama. [3655 uzun_hawar] Lê ewî bi tenê, bi nalîn, li min dinihêrî. [3656 uzun_hawar] Paşê, çaxa ew têr bû, ew rabû ser piyan, qama boça xwe rast kir û ber bi zinarên ko ew jê hatibû, çû, lê piştî bi qasî sed, sed û pêncî gavan ew sekinî, serê xwe zivirand û li me nihêrî. [3657 uzun_hawar] De, em bidin dû Gurzo, min ji hevriyên xwe re got û li hespê xwe siwar bûm, ewî dil heye, me bibe cîhekî. [3658 uzun_hawar] Heta ber devê zinaran em çûn, lê ji wir û pê de, me hew dikarîbûn bi hespan biçûna. [3659 uzun_hawar] Gurzo di qelîşekên zinaran re ketibû nav bihureke teng û li wir, li hêviya me sekinîbû. [3660 uzun_hawar] Em ji hespan peya bûn û me da pey Gurzo. [3661 uzun_hawar] Bihur ko bi zinarên mîna kêrê tûj bû, ber bi jêr, ber bi geliyekî kûr dadiket. [3662 uzun_hawar] Piştî çendeke dirêj, bihur ji nişka ve xelas bû û dahleke şên dest pê kir. [3663 uzun_hawar] Niha diviya em di dahlê, di riyeke zahf zirav a fetloke re derbas bûna, kêr û xencer di destê me de, geh çavê me li der û doran, geh me çiqil, pel û şaxên dahlê jêdikir û gav bi gav ber bi jêr dibûn. [3664 uzun_hawar] Bi dû dahlê re, em pêrgî coyekê hatin û tê re bihurîn. [3665 uzun_hawar] Ez nizanim ka em çiqasî çûn, lê çaxa tav ji milê rojava hêdî hêdî, xwe li pey çiyan veşart û êdi tîna xwe winda kir, em gihîştin binê geliyekî. [3666 uzun_hawar] Di devê gelî de, li ser zinarekî, di nav darên zahf qalind ên mazû de ko bi şax, pel û çiqilên xwe hawîrdor pêçabû, dîwarekî avahiyekê ko bi dêrekê dişibiya, xuyabû. [3667 uzun_hawar] Gurzo ber bi avahiyê lezand. [3668 uzun_hawar] Çaxa em nêzîkî avahiyê bûn û ji binî ve me lê nihêrî, hingê me ferq kir ko ew hilweşiyayî bû û jê bîhna şewat û dûmanê dihat. [3669 uzun_hawar] Banê avahiyê ko bi sitûnên textîn û bi axê lêbûbû, ketibû, dîwarên avahiyê ko bi kevirên şehkirî yên reş lebûbûn, ji her milê avahiyê hilweşiyabûn. [3670 uzun_hawar] Darên mazûyê mîna kulavekî şivanan ko şivên ji serma û pûkê diparast, xwe xwarî avahiyê kiribûn û ew vedişartin. [3671 uzun_hawar] Dinya hê jî ronî bû, lê tîrêj diçûn ava û ez hê jî nizanim ka tîrêjên tavê, di nîvroyan de jî xwe digîhandin avahiyê yan na, ji ber ko dar, pel, çiqil li ser hev siwar bûbûn û hewl dabûn ko avahî veşêrin. [3672 uzun_hawar] Lê heyhat, hewl û daxwaza daran jî bêfeyde bû, ev avahî jî hatibû şewitandin. [3673 uzun_hawar] Ji milê me çu derî yan pencereyeke avahiyê nedixuya. [3674 uzun_hawar] Me diviya bida pê Gurzo û hilkişiyana jor, ser zinar. [3675 uzun_hawar] Gurzo dabû pêş me û riya zirav ko di nav daran re diçû avahiyê, nîşanî me dabû. [3676 uzun_hawar] Li ser zinar ko mîna meydaneke biçûk, tehtekî fireh bû, li milê rojhilatê avahiyê deriyekî biçûk û nizm hebû. [3677 uzun_hawar] Gerçî ji wî milî êdî ne hewce bû ko însan ji derî biketa hundir, ji ber ko dîwar hilweşiyabûn, lê dîsan jî, me serê xwe xwar kir û em ji deriyê ko ji kêlekê şewitîbû, ketin hundir. [3678 uzun_hawar] Bi ketina me ya hundir, bîhneke ecêb giran ko ez bawer im, ji ritûbet, rewa, bêhawayî, xwîn û gemarê hatibû pê, hema çi bigire nefes li min çikand. [3679 uzun_hawar] Çaxa min xwe da hev û li der û dora xwe nihêrî, ji min bi tenê axînek çû û ez li cîhê xwe tewirîm erdê û li ser totikan rûniştim. [3680 uzun_hawar] Em di nav dêrekê de bûn ko hemû têkberên wê şikestibûn, lewheyên dîwaran şewitîbûn, cawên ko sitûnên dêrê rapêçabûn, sotîbûn, kitab û defter bûbûn xwelî û komir û bi tenê hin rûpelên nîvşewitî diyar dikir ko xwelî, ya rûpelan bû. [3681 uzun_hawar] Û di ser van hemû tiştan de, dêr heta dêv, tijî cendek bû. [3682 uzun_hawar] Însan, zarokên kur û keç jî tê de, li ser hev, li tenişta hev, di nav xwînê de diniviyan. [3683 uzun_hawar] Milê dawîn ê dêrê bi temamî şewitîbû û cendekên wî milî jî bi temamî sotîbûn, lê cendekên li der û dorên derî û li milê rojavayê dêrê, nesotî bûn. [3684 uzun_hawar] Gurzo ko beriya me ketibu dêrê, ji derî bi qasî deh gavan bi dûr, li dora çend cendekan sekinîbû û kûzekûz dikir. [3685 uzun_hawar] Niha min hemû tevgerên Gurzo fahm kiribûn, min destê xwe da dîwarê hilweşiyayî û ez ji cîhê xwe rabûm, çûm nik Gurzo. [3686 uzun_hawar] Di nav cendekan de, çavê min li sê jinên ko li tenişta hevûdu, di nav xwînê de, razayî bûn, ket. [3687 uzun_hawar] Gurzo xwîna li ser rûyê jina pîr dalast. [3688 uzun_hawar] Biviya neviya, ev xanim, bermaliya Apê Yaqûb bû û herduyên ko li herdu milên wê razayî bûn jî, keçên wan. [3689 uzun_hawar] Min difnên xwe girtin û ez xwarî ser cendekan bûm da ko ji nêzîk ve jin û keçên Apê Yaqûb ko çendîn caran min ji devê Apê Yaqûb û Bedros behsa wan bihîstibû, binihêrta. [3690 uzun_hawar] Lê hingê bi min welê hat ko cendekekê xwe livand. [3691 uzun_hawar] Tafilê min bang hevriyên xwe ko li milê din ê dêrê bûn, kir. [3692 uzun_hawar] Çaxa ew jî hatin û em hersê bi hev re li cendekê hûr bûn, êdi çu şika me jê nema; keça ko li milê çepê yê diya xwe razabû, hê bi temamî can nedabû. [3693 uzun_hawar] Bi carekê min rahiştê, bi dîqet, me ew ji dêrê derxist û li ser teht dirêj kir. [3694 uzun_hawar] Her derê keçikê di nav xwînê de bû, min bi destmala xwe û xweziya me hersiyan rû û berçavên keçikê paqij kirin, dest û milên wê mist dan, koloz û pişta xwe ji xwe kirin û danîn bin serê wê û çaxa hevriyekî min daket binê gelî da ko li wir ji dar û textan paxêlekê li hev bîne da ko me keçik pê bibira û yê din jî vegeriya hundirê dêrê da ko binihêre ka kesekî din hê sax bû, ez jî li hêviya keçikê mam ko wê çavê xwe vekira. [3695 uzun_hawar] Keçik ciwan bû û tevî ko ew li ber mirinê bû, bedewî û xweşikahiyeke zarîf, sade û spehî li ser rûyê wê yê zer dixuya. [3696 uzun_hawar] Bejna wê dirêj, bala wê zirav, keziyên wê zer bûn. [3697 uzun_hawar] Birû û bijangên wê mîna ko bi qelemê hatibin çêkirin, welê xweşik bûn. [3698 uzun_hawar] Dev û lêvên wê lihevhatî, difnên wê biçûk bûn. [3699 uzun_hawar] Rûyê wê hinekî zirav bû û li ser rû ne êş û azar dixuya, ne jî keder û endîşe. [3700 uzun_hawar] Bi tenê ew, çavgirtî, jixweveçûyî dinivist. [3701 uzun_hawar] Destekî min li ser destê wê, destê min ê din jî li ser teyrê min ê tawis, çavê min jî mîna çavên wê girtî, rûyê min ber bi tîrejên ko êdî nedixuyan, min bi navê Yezdanê dilovanê xwediyê erd û asimanan dua dikir ko keçik ji xewa bêveger hişyar bûya û vegeriya. [3702 uzun_hawar] Ewê çavê xwe venekir, lê tiştekî din kir û heye ko Yezdanê dilovan dengê min bihîst, ewê bi hêdîka xirexir kir. [3703 uzun_hawar] Yezdanê dilovan keçikê ji xewê vegerîne, vegerîne, min, rondik li ser çavê min, gote û destê keçikê mist da. [3704 uzun_hawar] Ez tênedigihîştim ka ewê çi digot, lê xirexireke zirav ji gewrî û lêvên wê derdiket. [3705 uzun_hawar] Bedros navê xwehên xwe ji min û Migo re gotibû û ew di bîra min de, ko bîr û heşê dengbêjekî bû, mabû. [3706 uzun_hawar] Sarah, min bi hêdîka, li ber guhê wê got. [3707 uzun_hawar] Lê jê deng derneket. [3708 uzun_hawar] Ester, îcar min dîsan, destê wê di nav destê min de, min gotê. [3709 uzun_hawar] Hingê jê deng hat û wê serê xwe hinekî livand. [3710 uzun_hawar] Belê, keçik Ester bû, Estera ko bi dû re bû Stêr, Stêra umrê min ê bêçare, heyata min a kambax. [1] Rengînî û dewlemendiya folklora kurdî ji zû da bala rohilatnas, kurdnas, folklorîstan û gelek kesên mayî kişandiye ser xwe. [2 alakom_folklor] Mirov nikare folklorê tenê wek çend berhemên hinerî bihesibîne. [3 alakom_folklor] Folklor serboriya civatekê ya dîrokî, civakî û hinerî ye. [4 alakom_folklor] Folklor pêşketina zimanê wê civatê nîşan dide. [5 alakom_folklor] Ev yek hemû di nav folklorê de gihiştine hev, di nav hev de hatine honandin, di dawiyê de defîneke çandî pêk anîne û bûne serkaniyên xurt. [6 alakom_folklor] Akademîsyen û pisporê folklorê yê ermenî A. [7 alakom_folklor] T. [8 alakom_folklor] Ganalanyan vê dewlemendî û rengîniya folklora kurdî wek »ansîklopediya civata kurd ya jîyînê« bi nav dike. [9 alakom_folklor] Ji ber vê yekê mirov nikare peyva folklor û jîyînê ji hev bide cida kirin. [10 alakom_folklor] Mirov dikare bibêje ko folklor bi xwe jîyîn e, lê belê jîyîneke ko hiner û edebiyat ji xwe re kiriye pêlekan. [11 alakom_folklor] Ew jîyîna rojane ko em di nav de ne, dem-dem rûsar e, carcar bîna mirovan teng dike, rijî, bêtam û bêlezet e, bi saya folklorê jixwe ev jîyan xweşiktir û bedewtir bûye. [12 alakom_folklor] Ev sînorên jîyîn, folklor û bedewiyê bi alîkariya imkanên hinerî çawa em dibînîn her diçin tenik, zirav, barîk dibin, ji nû ve tên honandin û ristin. [13 alakom_folklor] Folklor wek neynika civatekê ye. [14 alakom_folklor] Mirov dikare bi saya vê neynikê, civatekê baştir nas bike û bi hêsanî dikare xwe bigihîne kûraya sedsalan. [15 alakom_folklor] Ji aliyê din, folklor him ji bo ziman, him jî, ji bo edebiyateke nûjen, bingeh û defîneke mezin e. [16 alakom_folklor] Lê mixabin di nav kurdan de ev defîne, heta niha veşartî û sergirtî maye. [17 alakom_folklor] Mimkin e ko rojekê ji rojan ev defîna giranbiha û hêja ji holê rabe, winda bibe û di ro de here. [18 alakom_folklor] Hêz û hin dorberên polîtîk yên zordest jî li Tirkiyê xwe vê yekê dixwazin û hewl didin ko hemû hebûnên çanda kurdî ji nav rakin, bihelînin. [19 alakom_folklor] Li Kurdistana Tirkiyê ji ber rewşa siyasî, ji ber zordestî, qedexekirin û tunebûna imkanan, nimûneyên folklora kurdî him ne hatine berev kirin, him jî li ser van berheman kar, xebat û lêkolînên zanistî nehatine pêk anîn. [20 alakom_folklor] Ji ber van dijwariyan folkora kurdî îro baş nayê nasîn. [21 alakom_folklor] Ronakbîr, nivîskar û folklorîstên kurd divê li pêşiya vê sefera wêrankirinê, kambaxkirin û xizankirinê bisekinin. [22 alakom_folklor] Çi dibe bira bibe, pêwist e ew her nimûneyeke folklora kurdî derbasî ser kaxiz bikin. [23 alakom_folklor] Ev kar dîsa dikeve li ser milên kurdan. [24 alakom_folklor] Folklor, carina wek edebiyata devkî, carina jî wek bi zargotin jî tê bi nav kirin. [25 alakom_folklor] Folklor mirov dikare bibêje ko edebiyateke kollektîf e, xelkê bi xwe ev edebiyata afirandiye. [26 alakom_folklor] Nivîskarên vê edebiyatê tune ne. [27 alakom_folklor] Ev edebiyata bi salan li ser zar û ziman maye, xwe parastiye, xwe nû kiriye, dewlemend kiriye û bûye malê xelkê kurd. [28 alakom_folklor] Folklora kurdî, çawa em dibînin ji van hemû qonaxan re derbas bûye, hatiye gihiştiye van rojên îro û beşeke çanda mirovahiyê pêk aniye. [29 alakom_folklor] Ev lêkolîna me, tenê li ser beşeke folklora kurdî hatiye pêk anîn. [30 alakom_folklor] Mirov dikare bibêje ko xebateke bi sînorkirî ye, tenê di nav folklora kurdî de cihê jinan û motîvên ser tema jinan nîşan pêşkêş dike. [31 alakom_folklor] Vê lêkolînê hemû nimûneyên folklora kurdî, ji xwe re nekiriye materiyal, nedaye li ber çavan. [32 alakom_folklor] Tenê me nimûneyên xwe, ji nav çîrok, gotinên pêşiya, destan û stran wek ji nav çar beşên bingehî hilbijartiye. [33 alakom_folklor] Giringiya vê xebata piçûk ew e ko li ser folklora kurdî lêkolîneke bi zimanê kurdî tê çêkirin. [34 alakom_folklor] Ji aliyê din, xebat bi xwe jî li ser babet û tema jinan e, bi vî tehrî mirov dikare bibêje du rûçikên vê pirtûkê hene: folklor û jin. [35 alakom_folklor] Ev herdu babet di vê pirtûkê de ketine zikê hev, hev dewlemend kirine. [36 alakom_folklor] Xwendevan ji alîkî de dikare nasiya xwe bide folklora kurdî, nimûneyên vê folklorê tam bike, ji aliyê din bi saya hin berhemên folklorîk derbarê cihê jinan û rewşa jinan de dikare zêdetir agahdar bibe û zaniyariyên xwe pêş da bibe. [37 alakom_folklor] Ji aliyê din dema ev pirtûk hate berçav kirin, xwendevanê bibîne ko, jinan di nav folklora kurdî de ji xwe re textek ava kirine û serdestîke (hakimiyet) wan heye. [38 alakom_folklor] Bi kurtî mirov dikare bibêje ko gotin »gotina jina« ye. [39 alakom_folklor] Ev lêkolîna, ji aliyê din dikare bibe cesaret û referanseke piçûk ji bo lêkolînên mayî. [40 alakom_folklor] Di dawiya vê pirtûkê de lîsteke ko ji xebatên li ser folklora kurdî pêkhatî jî cih girtiye. [41 alakom_folklor] Xwendevan û kesên ko dixwazin zêdetir li ser folklora kurdî agahdar bin, ev bîblîyografya piçek be jî dikare ji wan re bibe alîkar, kêrî wan bê. [42 alakom_folklor] Her çiqas vê lîstê hemû materiyalên (wek pirtûk) li ser folklora kurdî nehilçandiye jî, lê belê em dikarin bêjin ko navên piraniya pirtûkên ko heta niha li ser folklora kurdî çap bûne, di vê bîblîyografiyê de cih girtine. [43 alakom_folklor] Wek her xebateke nû, sedî sed kêmasiyên vê lêkolîna me jî hene, babetên ko ji ber çavên me reviyane hene. [44 alakom_folklor] Eger xwendevanên me yên ezîz, li ser van kêmasî û valahiyan me agahdar bikin, bêguman em ê gelekê kêfxweş û dilşa bibin. [45 alakom_folklor] Çawa tê zanîn nivîskar û xwendevan gelekê hewcedarî hev in. [46 alakom_folklor] Bê hev nikarin bijîn. [47 alakom_folklor] Di nav folklora kurdî ya devkî de dewlemendîke here mezin bêguman çîrok in. [48 alakom_folklor] Çîrok beşeke folklorê ye, nivîskarên wan ne kivş in, gel bi xwe ev berhem afirandine. [49 alakom_folklor] Carcar di weşanên perîyodîk de, peyva çîrok li şûna serpêhatiyan (kurteçîrok) jî tê bi kar anîn, lê belê ev yeka ne rast [50 alakom_folklor] e. [51 alakom_folklor] Ji ber ko nivîskarên serpêhatiyan kivş in. [52 alakom_folklor] Serpêhatî berhemên nûjen in, bi tehr û naveroka xwe ve ji çîrokan gelekê cida dibin. [53 alakom_folklor] Ev yeka di warê navkirinê de tevlihevîke mezin di zimanê kurdî de peyda dike. [54 alakom_folklor] Carcar van herdu berheman re jî çîrok tê gotin. [55 alakom_folklor] Pêwist e ev pirsa terminolojiyê bê çareser kirin û divê her tişt di cihê xwe de rûnê. [56 alakom_folklor] Her çiqas heta niha çend berevokên çîrokên kurdî hatine weşandin jî, mirov îro nikare bibêje ko piraniya çîrokên kurdî îro derbasî ser kaxizê bûne. [57 alakom_folklor] Bedewiya çîrokên kurdî çawa em dibînin bala gelek rohilatnas û kurdnasan kişandiye ser xwe û ji van çîrokan beşek bi zimanê biyanî der çûne, hatine wergerandin. [58 alakom_folklor] Dema mirov bi çavekî zanistî, rexnevanî û lêkolînî li çîrokên kurdî mêze dike û babetên wan analîz dike, mirov wê çaxê dibîne ko, ev berhem, efrandinên gelî, wek destanên kurdî, gotinên pêşiya û stran ji me re dewlemendîke jîyîna folklorîk pêşkêş dikin. [59 alakom_folklor] Ev berhem li me şîretan dikin, rê nîşanî me didin û me di nav fantaziyên rengîn de dihêlin. [60 alakom_folklor] Fantazî, xewn, xewnerojên sedsalan di nav van çîrokan de her çûne dewlemend bûne. [61 alakom_folklor] Beşek ji wan bi rastiyên jîyînê ve gihiştine hev, ji aliyê mirovan de têgihiştina jîyînê zêdetir hêsantir kirine. [62 alakom_folklor] Di vî warî de çîrokên kurdî gelekê hînkar û şîretkar in. [63 alakom_folklor] Di van çîrokan de li dijî bêgavî, neçarî, tunebûn û xizaniyê, çawa em dibînin imkan û mecalên nedîtî, nebîhistî ji aliyê mêrxasên çîrokî de tên afirandin. [64 alakom_folklor] Di nav van berheman de ew şerê pakî û nepakiyê, qencî û xirabiyê, xweşî û nexweşiyê her diçe tûj dibe. [65 alakom_folklor] Her çiqas dilsar û rûsar be jî, dawiya beşek van çîrokan carcar bi mirin û kuştinê diqedin. [66 alakom_folklor] Ew şer û dew, teqereq, serpêhatî, bûyer û qewmandinên mezin yên ko di çîrokên kurdî de tên pêşkêş kirin, ji alîkî de jî wek neynikekê, janên civatê, serêşiyên civatê û rewşa civatê nîşan didin. [67 alakom_folklor] Pêwendî û hevgirêdanên mirovî radixin ber çavan. [68 alakom_folklor] Di çîrokên kurdî de gelek erf û edet, rêvaçûn, karekter, nêrîn û dîtinên ser jîyînê hene. [69 alakom_folklor] Civatê bi rêke hinerî, artîstîk, bi alîkariya zimanê çîrokan daxwazî û hêviyên xwe yên sedsale ji nû ve ji civatê re pêşkêş kiriye. [70 alakom_folklor] Civatê bi dirêjahiya salan, bi hezaran çîrok afirandiye, angorî sal û zemanan hewcedariyên me yên hinerî bi cih aniye, di vî warî de em têr kirine. [71 alakom_folklor] Hinera çîrokbêjiya kurdî di jîyîna rastî de nîn be jî, qet nebe ji me re cihaneke çîrokî wek xelat û mîrate hiştiye, pêşkêş kiriye. [72 alakom_folklor] Dema em naveroka çîrokbêjiya kurdî raçav dikin, em dibînin ko gelek babet û motîvên ji hev cida di nav van berheman de hene. [73 alakom_folklor] Dewlemendiya motîvan nîşanî me dide ko civat ji her aliyî ve bûye babeta çîrokan. [74 alakom_folklor] Mirov nikare peyvên çîrok û civatê ji hev cida bike. [75 alakom_folklor] Di nav çîrokên kurdî de motîveke zêdetir hatiye bi kar anîn, bêguman rewşa jinan e. [76 alakom_folklor] Di nav van berheman de babeta jinan motîveke here rengîn e, bi taybetî xelasiya jinan. [77 alakom_folklor] Ev çîrokên kurdî, ji salên kevnare vir de derbarê rewşa jinan, cihê wan, berpirsiyarî û erkên wan de me gelekî ronî dikin. [78 alakom_folklor] Çîrokbêjiya kurdî di vî warî de serkanîke gelekê bi kêrhatî ye. [79 alakom_folklor] Ji bo lêkolîn û xebatên ko li ser jinên kurd tên kirin, ev çîrok wek sermayeke mezin di vî warî de dikarin bên hesibîn. [80 alakom_folklor] Dema em naveroka van çîrokan bi kûrahî hûr-hûr dikolînin, em di dibînin ko civata kurdî, timê rûmet û cihekî mezin daye jinan. [81 alakom_folklor] Jinan di pêwendiyên jin û mêran de, di warê mêrkirin û zewacê de timê roleke mezin lîstine. [82 alakom_folklor] Ji aliyê din civatê hemû jin nexistiye tayekî teraziyê, jinên baş û jinên nebaş angorî normên wan sal û zemanan ji hev cida kirine. [83 alakom_folklor] Bi nêrîn û çavên mayî li van herdu komên jinan mêze kiriye. [84 alakom_folklor] Jinên baş rûspî kiriye, jinên nebaş rûreş û rûtenî kiriye. [85 alakom_folklor] Civatê pîvanên başî û nebaşiyê, angorî xêra civatê, malbatê, angorî xêra zarokan û angorî xêra xelasî, azadiya jinan kivş kiriye. [86 alakom_folklor] Jinên baş, çawa em di dawiya çîrokan de dibînin, xêr û xweşî li ser wan de dibare, ew ji ber destê zordestan xelas dibin û difilitin. [87 alakom_folklor] Pirsa xelasiya jinan di nav çîrokên kurdî de babeteke here berbiçav e. [88 alakom_folklor] Di dawiya her çîrokekê de ew bi dilketiyên xwe ve dibin yek, diçin digihêjin mirazê xwe û bi hev şa dibin. [89 alakom_folklor] Jinên nebaş jî, di dawiya çîrokê de gelek caran cezayên xwe dibînin û tên kuştin. [90 alakom_folklor] Di vê babetê de her çîrokeke kurdî mirov dikare bibêje heqî û adaletê belav dike. [91 alakom_folklor] Dema em avahî û hevsaziya çîrokên kurdî mêze dikin, gelek caran mêr dema dixwazin bizewicin, ji xwe re keçekê bînin, ew xwe davêjin nav agirên mezin. [92 alakom_folklor] Ji bo jinan canê xwe didin, tirs û xofê davêjin alîkî. [93 alakom_folklor] Dema mirov li ser vê yekê hûr û kûr difikire, mirov dibîne ko civatê jin ji ser her tiştî re girtine. [94 alakom_folklor] Angorî dilketiyê mêrîn, tu dibêjî ji jinê şirîntir tu tiştekî şirîn li rûbarê dinê tune ye, timê dibeze... Bi saya van berheman mirov fêr dibe ko civatê qîmetekî çawa mezin daye jinê. [95 alakom_folklor] Ji bo ko xwe bighînin dilketiyên xwe an jî »hisnil cemal« û »hisnil delal« ên xwe, ew diçine seferên dûr û dirêj. [96 alakom_folklor] Ew berê xwe didin oxirê û dinê, pişta xwe didin felekê, terkeserî, terkeselatî dinê dibin, çol û çolistan, berî û beristan... Bi dinyayê dikevin. [97 alakom_folklor] Ev beza, di dawiya her çîrokekê de dibe xelasiya jineke dîlgirtî, perîşan û neheqîke mezin lêbûyî. [98 alakom_folklor] Di çîrokên kurdî de ev keçên şeng û şepal bi îfadeyên gelekê hêja ve tên pesinandin. [99 alakom_folklor] Ev »hisnil cemal« û »hisnil delal« bi taybetî keçên gelekê ciwan û bedew in, wek horiyan in... Dema çavên mirovan li wan dikeve, heft rojan nan û av nayê bîra mirovan, ne bike, ne bixwe, ne bide ne bistîne, bedewiya wan mêze bike. [100 alakom_folklor] Ji royê re dibêjin dernekeve, emê derên, bil dilekî na, hezar dilî mirov dibe evîndarê wan. [101 alakom_folklor] Ew carcar wek hîvên çardeşevî ne, wek lempan dişuxilin... Angorî çîrokên kurdî, mêrên bengîn ji bo van canikan, zeriyan dikevine riya welatê hat û nehatê, welatê çûn û nehatê. [102 alakom_folklor] Menzila ko van kesan dane pêş xwe, bi tengasî, dijwarî û bi derd û kulan ve tijî ye, vegera wan ewqas ne hêsa ye. [103 alakom_folklor] Ji bo vê yekê jî navê vî welatî, danîne »welatê hat û nehatê«. [104 alakom_folklor] Ew kesan diçin derdikevine welatê dêwan, cinan, canpolatan, telûkeyên mezin li pêşberî wan hene. [105 alakom_folklor] Mirov gavên xwe bi pîvan û bi fesal nevêje, mirov dikare bibe kevir jî... Gelekê caran ev rê, wek riya mirinê tê hesibîn. [106 alakom_folklor] Gelek kes diçin derdikevine li paş çiyayê Qaf, diçin welatê Çîn û Maçînê, li gelek welatên çîrokî digerin. [107 alakom_folklor] Ew diçin li dinyayê digerin, ji vê rêwîtiyê re dibêjin »seyranga dinê« û »dewra dinê«. [108 alakom_folklor] Ew rûbarê dinê serobino dikin. [109 alakom_folklor] Di vê rêwîtiya dûr û dirêj de, ew carina rastî »destebirakan« tên, aqil û cesaret didine hev, diçin, dighêjine menzila xwe. [110 alakom_folklor] Di destpêkê de mirov dikare bibêje ko ew kerên şeytîn siyar dibin. [111 alakom_folklor] Dê û bavên wan jî gelek caran naxwazin lawên wan derkevin, herin ji bo »porserekê« terkeserî dinê bin. [112 alakom_folklor] Dema em dawiya çîrokan dinêrin, qet jî wisan dernakeve. [113 alakom_folklor] Her çiqas ew gelek çetnayan, dijwariyan dibînin jî, di dawiya çîrokan de, ew wek bûk û zava, bi serfirazî cot vedigerin malên xwe û bi mirazê xwe şa dibin. [114 alakom_folklor] Ew mêrên ko diçin vê sefera zewacê, çawa em ji çîrokan fam dikin gelek felaket û bela tên serê wan. [115 alakom_folklor] Ew gelek cefayên giran dibînin. [116 alakom_folklor] Hin caran mecbûr dibin dikevin gelek dilqan û hin »kincên« cida xwe dikin. [117 alakom_folklor] Ev beşa teqereqê, di çîrokan de beşa here bingehî dikare bê hesibîn. [118 alakom_folklor] Lê belê ew ji heqê hemû van dijwariyan derdikevin, dibin xweşmêr û cengawerên bi nav û deng. [119 alakom_folklor] Ew nayên kuştin. [120 alakom_folklor] Wek misal di çîroka Herzemê Qolan de, Herzemê Qolan, diçe him xuşka xwe, him jî hersê birayên xwe rizgar dike, tîne. [121 alakom_folklor] Ji aliyê din zora gelek hêzên mayî jî dibe, agir li ber çavên wî dipeke, di dawiyê de ji xwe re Xuşka Dinyayê tîne. [122 alakom_folklor] Mêrxasê yekemîn timê pêşengiya birayan, destebirakan dike. [123 alakom_folklor] Lê mixabin, di dawiya çend çîrokan de ji tirsan, ji çavnebariyê û ji ber çend sedemên mayî, bêbextîk tê serê mêrxasê çîrokê yê yekemîn. [124 alakom_folklor] Metoda here nas, wî davêjine bîrekê. [125 alakom_folklor] Lê belê ew rêkê dibîne, difilite û heyfa xwe ji wan kesên bêbext distîne. [126 alakom_folklor] Kesên wî xelas dikin, çawa em dibînin bi taybetî koçên bazirganan in. [127 alakom_folklor] Di nav van kesên ko terkeserî dinê dibin de ji bo keçekê ji xwe re bibînin, bi wê re bizewicin, gelek kesên şivan, gavan, kesên belengaz û xizan hene. [128 alakom_folklor] Piraniya wan hewl didin, bi keça padişah û paşan re bizewicin. [129 alakom_folklor] Ji ber van bêgavî û neçariyan, di nav çîrokên kurdî de çîrokên ko li ser padişah, paşan û hakiman cihekî fireh digrin. [130 alakom_folklor] Çima padişah, paşa û hakim? [131 alakom_folklor] Bi van keçên bavdewlemend re zewac, wek rêke xelasiyê hatiye dîtin, ew dixwazin ji wê belengaziya ko ew di nav de ne, zû xelas bibin û rojekê bibin zavê kesên dewlemend, pişta xwe xurt bikin. [132 alakom_folklor] Her çiqas ev karekî dijwar û çetin be jî, dîsa jî ew diçin an jî kesên mayî dişînin xwazgîniyê keçên padişahan. [133 alakom_folklor] Ji aliyê din motîva belengaz û padişah wek dijayetîkê di çîrokê de kelecanî û meraqeke mezin peyda dike. [134 alakom_folklor] Ew diçin doza mirovatiyê li padişah dikin. [135 alakom_folklor] Çawa em di çîrokên kurdî de dibînin, di wan salên kevn de, kesekî ko biçûya xwazgînî, berê diçû li ber qonaxa padişah li cihekî taybetî rûdinişt, ji vî cihî re digotin »kursiyê xwazgînî«. [136 alakom_folklor] Di çend çîrokên mayî de jî, jê re »textê xwazgînî« û »kevirê xwazgînî« hatiye gotin. [137 alakom_folklor] Ev kursî zêrkirî bûye. [138 alakom_folklor] Ev kursiyê zêrkirî tenê bona kesên tên xwazgînî, hatiye saz kirin. [139 alakom_folklor] Kursîkî zîvkirî jî heye, ev kursî jî tenê bona daxwaziyên mayî hatiye çêkirin. [140 alakom_folklor] Zengilek jî li ber vî kursîyî hebûye, bi alîkariya vî zengilî padişah agahdar dibû wekî xwazgîniyê keça wî hatine. [141 alakom_folklor] Dema kesekî belengaz here li padişah doza mirovatiyê bike, padişah çend mercên (qewl, hoy, şert) nedîtî, nebîhîstî û ecêb pêşberî van kesan datîne, çawa dibêjin »ne min dîtiye, ne jî tu bibîse!«, ewqas mercên giran bûne. [142 alakom_folklor] Ev mercan di wan salan de li şuna qelend hatiye hesibîn. [143 alakom_folklor] Bicihanîn, pêkanîn û qedandina van mercan, karên mirovan nîne, wek misal di çîrokekê de kesê çûye xwazgînî pêwist e tone gen-im û çehê tevlihevkirî ji hev derîne, ji ber vê neçariyê, ew diçe li bal kurê padişahê mûriyan, ji wî alîkariyê hêvî dike. [144 alakom_folklor] Eger ev kes daxwaziyên padişah neqedînin, angorî çîrokan, padişah serê wan jê dike. [145 alakom_folklor] Ji ber van karên giran, kesên diçin xwazgîniyê keçên padişah, xwe davêjine li ber bextê hêzên mayî, wek pîran, dêw, hût, keça padişah, hacetên tilsimî, wek şiva qudretê... Dema daxwaziyên padişah bi cih tên, padişah êdî pêwist e keça xwe bide wî kesî. [146 alakom_folklor] Di van çîrokan de tiştekî balkêş jî, li hemberî van serhişkî û mercên padişah, keçên ko timê qencî û xweşiyê dixwazin, ew di riya bavê xwe de nameşin, gelek caran jî diwazin alîkariya wan kesên ko hatine xwazgînî, bikin. [147 alakom_folklor] Ev keçan, bi vî tehrî wan mercên ko bavên wan pêş da danîne, jê re çarekê dibînin, hêsantir dikin. [148 alakom_folklor] Di dawiya çîrokan de çawa em dibînin, ew dighêjin bext û mirazên xwe. [149 alakom_folklor] Ev keçên padişah bi zanîn û bi çavekî mayî li dorberê xwe, li bûyeran û li dinê dinêrin. [150 alakom_folklor] Ew gelek caran ya xwe dikin. [151 alakom_folklor] Ev dijayetiya padişah û keça padişah nav û deng e. [152 alakom_folklor] Wek keça padişah, wisan jî çawa em di çend çîrokên kurdî de dibînin, kurê padişah yê piçûk timê di rêke qenc de dimeşe, mêrxas e, fedakar, rastgo û camêr e. [153 alakom_folklor] Di çend çîrokên kurdî de wek gelek caran tê dubare kirin, bi taybetî sê kurê padişah hene, navê yê piçûk gelek caran Mîrze Memûd an jî Mîrze Mihemed e. [154 alakom_folklor] Ji ber ko ew timê di rêke rast de dimeşin, bi qencî, bi mêrxasiya xwe ve tên nasîn, peyva »mîrze« jî, wisan tê bawer kirin ko ji aliyê civatê de bi zanetî li ser navên wan kesan de hatiye zêdekirin. [155 alakom_folklor] Di nav çîrokên kurdî de gelek çîrokên ko li ser Mîrze Memûd û Mîrze Mihemed hatine gotin, hene. [156 alakom_folklor] Ev herdu kes wek du mêrxasên çîrokî yên here navdar tên bi nas kirin, ew xelaskarên jinên bindest in. [157 alakom_folklor] Mîrze Memûd di gelek çîrokan de terkeserî dinê dibe, diçe dikeve nav gelek şer û dewên mezin, ji xwe re keçeke bedew peyda dike, tîne. [158 alakom_folklor] Ji ber ko mêrxas, camêr e, gelek keçik timê li ser wî bengî dimînin. [159 alakom_folklor] Dema ew bi keçeke mayî re mecbûr bimîne, razê, ew şûrê xwe datîne navbera xwe û wê. [160 alakom_folklor] Ev yeka jî, helalî, paqijî û dilovaniya Mîrze Memûd nîşan dide, ev şûr dibe nîşana helaliyê. [161 alakom_folklor] Çembera dora jinan teng dibe [162 alakom_folklor] Ji der keç û kurê padişah, vê carê padişah bi xwe jî dixwaze bizewice. [163 alakom_folklor] Carcar, çav ber dide jinên xelkê, dixwaze bi jinên mayî re serê xwe bike yek. [164 alakom_folklor] Her çiqas ew padişah be jî, çawa em di çend çîrokan de dibînin, karê peydakirina yarekê ewqas hêsa nîne. [165 alakom_folklor] Gelek caran ew ji wezîrê xwe alîkariyê dibîne, wezîr dişîne li bal jinan. [166 alakom_folklor] Di dawiya van çîrokan de çawa em dibînin, ji ber famdarî, hiş û dûrdîtiniya jinan, ev padişah bi hêsanî nagihêjin daxwazên xwe, lingê xwe dikin soleke teng û destê xwe dikin qûla mar. [167 alakom_folklor] Di çîroka bi navê Jin û Padşa de, dilê padişahekî dikeve jineke mêrkirî. [168 alakom_folklor] Mêrê jinikê leşkeriya xwe dike. [169 alakom_folklor] Padişah dixwaze bi dek û dolav, bi fend û fêlan ve him jinê, him jî mêrê wê bixapîne. [170 alakom_folklor] Lê dema mêze dike ko jinik nayê rayê, naxwaze bi wî re razê, di dawiyê de him jinikê, him jî mêrê wê dikuje. [171 alakom_folklor] Ew helaliya ko di navbera jin û mêr de heye, dibe kakilê naveroka gelek çîrokan. [172 alakom_folklor] Di çîroka Jina Wezîr Ya Aqil de padişah nagihêje daxwaza xwe. [173 alakom_folklor] Dema padişah mêze dike, wezîr ne mal e, diçe mala wî, hin giliyan ber jinikê re davêje, jinik nêta wî fam dike û çend hêkan bi rengên cida boyax dike, datîne pêş padişah. [174 alakom_folklor] Paşê ji padişah dipirse wekî tama kîjan hêkê zêde ye, dema padişah dibêje tama hemûyan wek hev e, wê çaxê jinik nêta padişah dide rûyê wî, dibêje jin jî hemû wek hev in, bi sergirtî dibêje ko, dest ji min berde, jin wek van hêkan hemû yek in. [175 alakom_folklor] Ji ber vê bersîva jinikê, êdî ji destê padişah tiştek nayê, padişah bi poşmanî paş da vedigere û diçe qonaxa xwe. [176 alakom_folklor] Di hemû van çîrokên vî tehrî de jî çawa tê xuyan, mal û milk, dewlemendî, pere û pûl ewqas ne giring in, pêwendiyên mirovî, helalî, rastî û pakî timê di van çîrokan de serdikevin. [177 alakom_folklor] Gelek çîrokên kurdî jî, li ser melayan hatine gotin. [178 alakom_folklor] Di van çîrokan de pêwendiyên melan û jinan cihekî fireh digrin. [179 alakom_folklor] Gelek ji van çîrokan kurt in û wek pêkenokan hatine gotin. [180 alakom_folklor] Civatê bi melan qirf û tinaz kirine, bi alîkariya van çîrokan ew rexne kirine, berpirsiyariya wan aniye bîra wan. [181 alakom_folklor] Çawa tê zanîn di civata kurdî de, ji ber olê islamiyê civatê timê baweriya xwe bi melan anîne, cih û rûmeteke mezin dane wan. [182 alakom_folklor] Melan jî, ev baweriya xelkê gelek caran bedkar kirine. [183 alakom_folklor] Di çîroka Gulê û Çûko de, li ser kaniyê jina mele timê dikeve dora pêş, jina gavîn ji vê yekê aciz dibe, gazinan li mêrê xwe dike, jinik dixwaze mêrê wê jî bibe mele. [184 alakom_folklor] Gavan kincên melan xwe dike, terkeserî dinê dibe, bûyerên mezin tên serê wî. [185 alakom_folklor] Ew diçe Serhedê navê wî gelekî belav dibe, gavan dibe melakî navdar, jina wî jî dibe jinseyda. [186 alakom_folklor] Çawa em di çend çîrokan de dibînin, çavên melan timê li jinên kesên mayî in, çavê wan timê li der in. [187 alakom_folklor] Gelek caran xwe vedişêrin, bi vî tehrî dixwazin nêzîkî jinan bin. [188 alakom_folklor] Di çîroka Terzî de çawa em dibînin ko, ew, jina terzîkî ji rê derdixe, bi wê re dikeve kêfê. [189 alakom_folklor] Her çiqas naxwazin jinên wan herin nav koma mêran, lê belê ew bi xwe timê dixwazin bi jinên mayî re bimînin. [190 alakom_folklor] Dema daxwazên wan neyên cih, çawa em di çîrokên Keçelok û qîzika Amûtam de jî dibînin, ew dikarin şeran jî bavêjin jinan, navên wan xirab bikin. [191 alakom_folklor] Di çend çîrokan de jî, mela zanînên xwe yên olî bi kar tînin, bi alîkariya duayan dixwazin jinan ji rê derxin, di dawiyê de dibin babetên pêkenokan, dema melek qala horiyan dike, pîrejinek jî derbarê »horiyên nêr« de ji mele agahdariyan hêvî dike. [192 alakom_folklor] Tema meleyên jinbaz di nav çîrokên kurdî de temake gelek belavbûyî û navdar e. [193 alakom_folklor] Mêrên hesûd gelek caran dibin sedemê malwêraniyê û tûjbûna pêwendiyên jin û mêran. [194 alakom_folklor] Mêrên hesûd timê wek naxwaşîkê şikê dibine jinên xwe. [195 alakom_folklor] Babetên çend çîrokên kurdî li ser bingehên hesûdiyê ava bûne, hesûdî bûye babeta pêkenokan, çîrokan. [196 alakom_folklor] Mêr di van çîrokan de tên rexne kirin. [197 alakom_folklor] Jinên şîrhelal û dilpak timê di van çîrokan de rûspî derdikevin. [198 alakom_folklor] Di çîroka ko Meriv Bixwaze de serpêhatiya mirovekî hesûd heye. [199 alakom_folklor] Ew timê jina xwe pêkol dike, ew diçe kîderê, mêr dide pey, ew heta avdêstxanê jî dide pey jina xwe. [200 alakom_folklor] Di çîroka Çavreş Lingan Diweşîne de, dema kesek dibe mêvanê malê, bawîşkên wî tên, mêrê jinikê vê yekê wek nîşana pêwendiyên jina xwe û mêvanê malê dihesibîne, şikê dibe bawîşkên mêvan. [201 alakom_folklor] Jina xwe bi kêranê hewşê ve dadiliqîne. [202 alakom_folklor] Lê belê, paşê dema ew dinêre bawîşkên mêvan berdewam in, armanc ne jin e, ew ji kirinên xwe poşman dibe. [203 alakom_folklor] Motîva »keça aqil« [204 alakom_folklor] Di nav beşek çîrokên kurdî de em rastî jinên zane, fêmdar, xebathez, qenc, helal û rastgo tên. [205 alakom_folklor] Ew timê di van çîrokan de tên pesinandin, di gelek rojên teng û dijwar de dibin alîkarên mêrên xwe, riyên qenciyê û xêrê datînin li ber mêran. [206 alakom_folklor] Mêrên tiral, bêkêr û yên ko timê di mal de rûdinên û kar nakin, çawa em dibînin ji aliyê jinên xwe de tên rexne kirin. [207 alakom_folklor] Ev mêrên tiral carcar dibin babetên pêkenokan. [208 alakom_folklor] Di dawiyê de jinên van kesên tiral, mêrên xwe davêjin ber dêrî, ew terkeserî dinê dibin, diçin tevî nav bûyer, teqereq û gelek qewmandinan dibin. [209 alakom_folklor] Di çîroka Eloyê Newêrek de, mêrekî wisan tirsonek heye, timê li mal e, newêre derkeve derva. [210 alakom_folklor] Rojekê jina wî mêze dike, êdî ev yeka awa nameşe, lîstikekê tîne serê wî. [211 alakom_folklor] Jinik diçe derva katan li ber dêrî radixe û dibêje Elo hela rabe kate barîne. [212 alakom_folklor] Dema Elo radibe, diçe dêrî vedike, li katan mêze dike, jina wî, tîne wî nişkêva def dide, dêrî digre û carke din venake. [213 alakom_folklor] Paşê Elo neçar dimîne, diçe derdikeve welatên dûr, dibe dostê dêwan, dewlemend dibe, vedigere tê mala xwe. [214 alakom_folklor] Çîrokeke ko nêzîkî babeta vê çîrokê ye, çîroka Silêmanê Newêrek e. [215 alakom_folklor] Di çîroka Mêrê Şevê de jî, mêrekî awa şil û şêt heye. [216 alakom_folklor] Jina wî rojekê dibêjê, rabe şer derketiye, tu çima di mal de rûniştîyî, pêlî damara wî ya mêraniyê dike. [217 alakom_folklor] Mêr mecbûr dimîne radibe şûr û mertalê xwe hildide diçe nava gund, lê belê çi şer, çi hal! [218 alakom_folklor] Paşê dema mêrik vedigere tê mala xwe jinik dêrî lê venake, dibêje mêrê min çûye şer, xwe li nezaniyê datîne. [219 alakom_folklor] Bi kurtî çîrok paşê wek pêkenokekê berdewam dike. [220 alakom_folklor] Wek van çîrokan, di çend çîrokên mayî de jî, angorî mêran, em rastî aktîfbûna jinan tên. [221 alakom_folklor] Mêrên ko dibin bayisê malwêraniyê û kambaxiya malê, timê tên rexne kirin, jin jî wek stûna malê tên pesinandin. [222 alakom_folklor] Motîfa »Keça aqil« di çîrokên kurdî de, motîveke bingehî e. [223 alakom_folklor] Gelek caran bi famdarî, bi zanîn, bi serwextbûna xwe ve, keç û jin zora mêran dibin. [224 alakom_folklor] Di çîroka Bav û kur de, ji hêrsê kuran yek heramza (pîç) [225 alakom_folklor] e. [226 alakom_folklor] Dema kur diçine bal melakî wekî hîn bin, ji wan kîjan heramza ye, mela nikare jê derxe, keça wî tê hawariyê, piştî çend pirsiyaran kurê heramza tê kivş kirin. [227 alakom_folklor] Di çîroka Qîza serwext de, serpêhatiya keçeke zane û famdar heye. [228 alakom_folklor] Piştî gelek çetnayan ew dibe padişah, teyrê dewletê tê serê wê rûdinê. [229 alakom_folklor] Teyrê dewletê, bêguman ji ber serwextiya vê keçikê tê serê wê rûdinê, wek xelatekê mirov dikare bihesibîne. [230 alakom_folklor] Bi gotineke mayî bi vê motîva teyrê dewletê, civat vê keçikê pîroz dike. [231 alakom_folklor] Di çîroka Bûka aqil de, vê carê bûkek tîne yek û yek gazî bîst kesan dike, sêvekê dixe cêbên wan, her yekî re jî dibêje »ez te hez dikim«. [232 alakom_folklor] Piştî ev hemû bîst kes diçin ji vê bûkê re paletiyê dikin, ew dibêje »de bixebitin, ez heyrana xorté sêv cêbê de«. [233 alakom_folklor] Ji ber ko sêv cêba herkesî de hebûye, hemû bi xîreteke mezin ve kar dikin, kar zûtirê diqedînin. [234 alakom_folklor] Di çîrokeke mayî de, padişahek dixwaze kurê xwe bizewicîne, dilê kur dikeve keça gundiyekî. [235 alakom_folklor] Cara pêşîn, malbata padişah naxwaze bibin xinamiyê mala keçên gundiyan. [236 alakom_folklor] Lê belê, padişah dema serwextiya keçikê dibîne, wê çaxê êdî bêgav dimîne, biryarê xwe diguhirîne. [237 alakom_folklor] Di nav hin çîrokên kurdî de em rastî jinên wisan tên ko bi xirabiya xwe ve hatine nasîn, wek damarî, xwesû, hewî, jintî, dayîkên bêbav û dilbikevir... Ji van jinan gelek di dawiya çîrokan de cezayê xwe dibînin û tên kuştin. [238 alakom_folklor] Di nav hin çîrokên kurdî de motîveke here naskirî û mezin jî motîva damariyan e. [239 alakom_folklor] Di van çîrokan de, rewşa wan zarokên ko diyên wan dimrin, dikevin ber destê damariyan, her diçin ber bi nepakî û xirabiyê diçe. [240 alakom_folklor] Dilhişkiya damariyan tu sînoran nas nake. [241 alakom_folklor] Gelek caran dikevin bin mêrên xwe, zarokan û bavên wan berî hev didin, zarokan li ber çavên bavan reş dikin. [242 alakom_folklor] Carcar bav di bin bandûr û gotinên van jinan de jî dimînin, wê çaxê êdî ji van zarokan re tu starek namîne. [243 alakom_folklor] Ew timê lêdan, kutan, kotekan dibînin, tî û birçî dimînin, bi tirs û xofeke mezin ve dijîn. [244 alakom_folklor] Di dawiya van çîrokan de, damarî ji aliyê civatê de, tên gunekar kirin û cezayên mezin dibînin. [245 alakom_folklor] Di çîroka Tûdî Quşî de, damarîke wisan dilkevir ji aliyê zarokan de tê kuştin û cezayê xwe dibîne. [246 alakom_folklor] Angorî çîrokê du zarokên kesekî gelek dewlemend hebûne. [247 alakom_folklor] Bavê wan rojekê lêdixe diçe hecê. [248 alakom_folklor] Ew, herdu zarokên xwe li ber destê vê jina xwe ya duwemîn dihêle. [249 alakom_folklor] Ev jin, dema mêrê wê diçe hecê, ji xwe re dostekî nû dibîne, bi wî re rojên xwe derbas dike. [250 alakom_folklor] Ev dostê wê dixwaze wekî jinik van zarokan bikuje, serê wan jê bike. [251 alakom_folklor] Lê belê cariyeke vê malê hebûye. [252 alakom_folklor] Ew, zarokan ji vê yekê agahdar dike, zarok jî serê xwe hildidin diçin cihekî dûr. [253 alakom_folklor] Piştî ko mêrê jinikê ji hecê vedigere, qala kurên xwe dike, jinik dibêje ko zarok mirine. [254 alakom_folklor] Çend sal derbas dibin, rojekê ev zarok dixwazin wek mêvanî herin serîkî bidin mala bavê xwe, hela ka rewşa wan çawa ye. [255 alakom_folklor] Ew ji bavê xwe re behsa çîrokekê dikin, babeta çîrokê hema serpêhatiya wan bi xwe ye. [256 alakom_folklor] Wê çaxê bav fam dike ko ev kesan zarokên wî bi xwe ne, her tişt êdî zelal dibe. [257 alakom_folklor] Damariyê dikujin, wê cariyê jî didine bavê xwe. [258 alakom_folklor] Di gelek çîrokên kurdî de, piştî xirabîkê gelek sal derbas dibin, ew mêrxasên ko ji malekê ne û bi salan ji hev dûr ketine, di nav çîrokê de besa çîrokekê dikin (çîroka jîyîna xwe) dikin, ev çîroka serboriya wan bi xwe ye. [259 alakom_folklor] Piştî vê »çîroka nav çîrokê« her tişt derdikeve holê, bi vî tehrî imkana zanîn û hînbûna kesên xirab peyda dibe. [260 alakom_folklor] Ev »çîroka nav çîrokê« di çend çîrokên mayî de jî wek stîlekê, xemlekê tê bi kar anîn, ji bo zelalbûna mesaja çîrokê imkaneke mezin peyda dike. [261 alakom_folklor] Di çîroka Elik û Fatik de jî dîsa êş û jana damariyan tê pêşkêş kirin. [262 alakom_folklor] Ev çîroka, çîrokeke gelek naskirî û hezkirî ye. [263 alakom_folklor] Li gelek deverên Kurdistanê belav bûye. [264 alakom_folklor] Elik û Fatik navên bira û xuşkekê ne. [265 alakom_folklor] Piştî ko diya wan dimire, ew dibin sêwî, stoxar li ber dîwara dimînin. [266 alakom_folklor] Dema diya wan dimire, bav ji nû ve dizewice, ji xwe re jinekê tîne. [267 alakom_folklor] Ev jinbav keseke nebaş bûye, timê bi çavekî xirab li van zarokan mêze kiriye. [268 alakom_folklor] Rojekê damariya van zarokan, wan dişîne çolê wekî ji wê re kerengan berev bikin, bînin. [269 alakom_folklor] Binê tûrikê wan jî qûl bûye, çi kerengên berev dikin, ji vê qûlika tûrikên wan de tê xarê, nikarin tu kerengan bidin hev. [270 alakom_folklor] Ew gelek diwestin, tî û birçî û bêxew dimînin, riya xwe şaş dikin û gelek tiştên nebaş tên serê wan, di dawiya çîrokê de ji wan her yek ji xwe re dizewice, dighêje mirazê xwe. [271 alakom_folklor] Çîroka bi navê Pepûk ji aliyê naveroka xwe de gelekî nêzîkî çîroka Elik û Fatik e. [272 alakom_folklor] Dema ew diçin ji damariya xwe re kerengan berev bikin, çawa me li jor jî got ji ber ko tûrikê wan qûlik bûye, imkana berevkirina kerengan tune bûye, zarok jî nizanin wekî damariya wan bi zanetî tûrikekî qûl daye wan. [273 alakom_folklor] Vê carê xuşk şikê dibe birayê xwe, ew hew dizane, hema birayê wê hemû kerengên berevkirî dixwe, carekê xelas dike, nizane ko tûrik qûl e. [274 alakom_folklor] Ji ber vê yekê jî, ew dikevine qirika hev, bi hevra şer dikin. [275 alakom_folklor] Angorî çîrokê, rojekê xuşka lawik tîne zikê birayê xwe diqelişîne, dixwaze mêze bike ko hela ka kereng hene an na. [276 alakom_folklor] Di dawiyê de dibîne ko, tu kereng di zikê birayê wê de tune ne, vê carê gelek li berxwe dikeve, duayan li Xwedê dike wekî wê bike pepûk. [277 alakom_folklor] Xwedê daxwaza keçikê tîne cih, wê dike pepûkekê. [278 alakom_folklor] Gelek şax û guhartokên serpêhatiya van xuşk û bira hene, beşa dawîn ya her şaxekê jî, angorî her çîrokbêj û deverê ji hev cida dibe. [279 alakom_folklor] Li ser babeta damariyan çîrokeke here balkêş jî çîroka bi navê Sûrîeyar e. [280 alakom_folklor] Angorî vê çîrokê, sê keçên mirovekî hebûne, piştî çend salan diya wan dimire. [281 alakom_folklor] Berî ko diya wan bimire, ew ji mêrê xwe hêvî dike û dibêje mêrê xwe, dibeje dema ez mirim, te jineke teze anî, nehêle ew jin bi destê xwe ve zarokên min bixe, destekî min jê bike. [282 alakom_folklor] Dema wê xwast zarokan bixe, bira bi vî destê min ve lêxe. [283 alakom_folklor] Jina wî dimire. [284 alakom_folklor] Jina teze, ango damarî dibêje mêrê xwe, divê tu van zarokan bibî serê çiyakî bikujî. [285 alakom_folklor] Mêrê wê her çiqas vê yekê naxwaze, rojekê mecbûr dimîne, wan dibe serê çiyakî dihêle, tê jina xwe dixapîne, dibêje min zarok kuştin. [286 alakom_folklor] Bi vî tehrî, ev hersê zarok ji ber destê damariyê difilitin. [287 alakom_folklor] Piştî çend salan ji wan keçan yek bi kurê paşakî re dizewice, xuşkên xwe li bal xwe cîwar dike, bavê xwe jî, efû dike, paşê hemû di nav xweşiyê de dijîn. [288 alakom_folklor] Çawa tê xuyan bêbaviya damariyan di nav çîrokên kurdî de, wisan jî di nav berhemên mayî de motîveke nav û deng e, wek misal gelek gotinên pêşiya hene ko li ser damariyan û zordestiyên wan yên li dijî zarokan hene. [289 alakom_folklor] Ji der jana damariyan, motîveke »jina xirab« ya mayî jî jana xwesûyan e. [290 alakom_folklor] Xasî jî wek damariyan gelek caran bi dilhişkî, bêwijdanê û bi neheqiya xwe ve hatine nasîn. [291 alakom_folklor] Di çîroka Bûka Gulsûn de, xasîke wisan bêiman û bêbav heye. [292 alakom_folklor] Rojekê lawikek dizewice, ji xwe re keçekê tîne. [293 alakom_folklor] Diya lawik jî, bi wan re tevayî di malê de dimîne. [294 alakom_folklor] Dema kurik diçe li ser karê xwe, ev bûka teze û xwesûya xwe tenê dimînin. [295 alakom_folklor] Xasî gelek caran xwarinê nade bûka xwe, wê birçî dihêle, bi wê re pev diçe, rewşa bûkê her diçe xirab dibe. [296 alakom_folklor] Bûkeke bêdeng, şermoke û newêrek bûye, zar û zimanê wê tune bûye, keseke gelek reben bûye. [297 alakom_folklor] Di dawiyê de ji hal dikeve, ken ji bîr dike. [298 alakom_folklor] Mêrê wê paşê jê derdixe ko diya wî li jina wî hatiye xezebê, jê re nepak e. [299 alakom_folklor] Mêrik biryarê xwe digre wekî careke din bizewice, diçe digere, vê carê ji xwe re keçeke bi navê Gulsûn dibîne, tîne malê. [300 alakom_folklor] Gulsûn angorî jina berê bûkeke çavvekirî, serwext, şerût û bi zar û ziman bûye. [301 alakom_folklor] Gelek caran cesaret dike li dijî neheqiyên xwesûya xwe derdikeve, dilê wê çi bixwaze tîne cih. [302 alakom_folklor] Di dawiya çîrokê de ji ber lêdaneke Gulsûnê xasî gelek bêhal dikeve, paşê jî dimire. [303 alakom_folklor] Bi vî tehrî herdu bûk ji destê vê xwesûyê xelas dibin. [304 alakom_folklor] Gelek çîrok hene ko di dawiyê de bûne bingehê bendên pêşiyan, mirov dikare bibêje her koka bendeke pêşiya diçe dighêje çîrokekê û bûyerekê, ji ber vê yekê jî di navbera peydabûna bendên pêşiyan û çîrokan de pêwendiyên xurt hene. [305 alakom_folklor] Her çîrokek demek hatiye êdî ketiye qalibê hevokekê, kurt bûye, wek çend peyvan ketiye tehrekî pendên pêşiyan. [306 alakom_folklor] Mirov van çîrokan »çîrokên bendên pêşiya« jî dikare bi nav bike, wek misal »bûkê tune zar û ziman, xwesûyê tune dîn û iman« di dawiya çîrokekê de peyda bûye, ev çîroka wisan e: [307 alakom_folklor] Bûkek teze anîn peya kirin, xwesûya wê roja pêşîn du nan anîn dane ber bûkê û gotê: »Bûkê can, şerm neke, lê serê nan ker meke«. [308 alakom_folklor] Bûkê ji şerma wê rojê nan ne xwar, got: »Xwesûya min gotiye serê nan ker meke«. [309 alakom_folklor] Sê roj temam bûn bi vî tehrî, xwesûyê digote bûkê, lê bûkê jî nan ne dixwar. [310 alakom_folklor] Rojtira çara dîsa xwesûyê nan danî ber bûkê û gotê : »Şerme meke, lê serê nên ker meke«. [311 alakom_folklor] Bûkê dîna xwe dayê ji birçiya wê qudum bikeve, ewê anî ji orta nên derxist xar, tenê qalkê li ser nan ma. [312 alakom_folklor] Wisan sê roja bûkê nan ker nedikir, tenê orta nan dixwar, qalikê nên cî de dihişt. [313 alakom_folklor] Rojekê xwesûyê gotê : »Bûkê, tu çira orta nên dixwî qalikê hişk jî dihêlî?« Bûkê got: »Tu xwesûya min î, çi te digot min jî gura te dikir. [314 alakom_folklor] Wextê bûkê tune zar ziman, xwesûyê tune dî û iman«. [315 alakom_folklor] Hingê bûkê xwesûyê re xeber de, şermî ji ortê rabû. [316 alakom_folklor] Çawa me li jor jî got di dawiya çîroka Bûka Gulsûn de, piştî mirina xwesûya wan, ev herdu hewî dibin yek, bi kêfa dilê xwe şa dibin. [317 alakom_folklor] Ji ber ko çîrok xelas bûye, mirov nikare derbarê pêwendiyên van herdu bûkan û hewiyan yên pêşerojê de tiştekî bêje. [318 alakom_folklor] Di çîrokê de, xasîk û du bûk hene. [319 alakom_folklor] Herdu bûk jî hewiyê hev in. [320 alakom_folklor] Ji ber ko di çîrokê de xasî heye, vê carê şerê hewiyan disekine, hewî li dijî xwesûyê ne, dubendî, nakokî û şerê nav xwe ber didin, bi xwesûya xwe ve mijûl dibin. [321 alakom_folklor] Eger çîrokê de motîva xwesûyê tune bûya, bêguman şerê hewiyan dikaribû mezin bibûya, di çîrokê de cihekî fireh bigirta. [322 alakom_folklor] Çawa tê zanîn hatina jineke nû, di statûya jina yekemîn de guhasinên mezin pêk tîne, cih û rûmeta wê nimz dibe, jina duwemîn timê dibe berdilk û şirîna mêrê xwe, çawa bendeke pêşiyan dibêje: nû hatin, kevin hilatin. [323 alakom_folklor] Di destpêkê de anîna jineke nû timê ji mêran re wek bûyereke xweş tê xuyan, lê belê piştî demekê, şerê hewiyan dest pê dike, hewî dikevine pêsîra hev, wê çaxê ew rojên xweşiyê êdî namînin, winda dibin, derdê pirjiniyê wê demê baş tê fam kirin. [324 alakom_folklor] Di çîroka Mêrê du jinan de ev yeka gelek eşkere tê xuyan. [325 alakom_folklor] Di çîroka Gulançikzêrîn de, dilê padişahekî dikeve sê keçikên malekê, hersêyan jî, ji xwe re tîne. [326 alakom_folklor] Padişah ji ber bersîvên keça piçûk, zêdetir ev keça hez kiriye. [327 alakom_folklor] Lê belê herdu keçên mezin dest pê kirine dexesiya keça piçûk kirine. [328 alakom_folklor] Demek derbas dibe, şerek derdikeve padişah diçe şer. [329 alakom_folklor] Wê demê jî jina piçûk ducan bûye, ber hemlebûnê bûye. [330 alakom_folklor] Piştî çend mehan, dema keça piçûk diwelide, herdu xuşkên mezin gazî pîrikeke bêiman dikin wekî bê alîkariya keça piçûk bike. [331 alakom_folklor] Dema keçik diwelide, ev pîrik li şuna zarokan, du cewrikên (tule, kudik) sa tîne nîşanî keçikê dide, zarokan jî dike sandoqekê dibin davêjine nav behrê. [332 alakom_folklor] Dema padişah tê, qala vê yekê dikin, padişah dibêje li ber malê safêrekê çê bikin, jinikê û herdu cewrikên wê li wir girêdin. [333 alakom_folklor] Sal derbas dibin, ew herdu zarokên padişah yên ko avîtibûne behrê (Huseyîn û Gulîzer) ji mirinê xelas dibin, dema ez zarokan rojekê qala serpêhayiya xwe dikin, paşê padişah fam dike ko ev zarokên wî yên jina piçûk in. [334 alakom_folklor] Herdu jinên wî yên mezin lîstikeke anîne serê jina piçûk. [335 alakom_folklor] Paşa tîne van herdu jinên mezin ceza dike, jina piçûk jî azad dike. [336 alakom_folklor] Çîroka Mîrze Memûd û Xuşka Wî, ji gelek aliyan de dişibîne vê çîrokê. [337 alakom_folklor] Di çîroka Mîrze Memûd û Xuşka Wî de jî hewiya mezin hesûdiya hewiya piçûk dike. [338 alakom_folklor] Di çîroka jorîn de çi tê serê hewiyê, tê serê vê hewiyê jî, herdu çîrok wek şaxên hev dikarin bên hesibîn. [339 alakom_folklor] Di dawiya vê çîrokê de, dema padişah fam dike ko çi hatiye serê wî, tîne jina mezin şeq-şeqî dike dikuje. [340 alakom_folklor] Naveroka çîroka bi navê Gulê jî, wek van herdu çîrokan e. [341 alakom_folklor] Di hersê çîrokan de jî, derdê hewiyan motîveke hevpar e. [342 alakom_folklor] Di van çîrokên ko li ser derdê hewiyan hatine gotin de tiştekî ko bala mirovan dikşîne jî, rewşa pîran e, wek kesên bêiman û sêrbaz di nav koma »jinên xirab« de cih digirin. [343 alakom_folklor] Di çîrokên kurdî de em rastî çend tîpên pîran tên. [344 alakom_folklor] Pîr, di zimanê kurdî de bi taybetî ji bo jinên ko salên wan bihurîne tê bi kar anîn. [345 alakom_folklor] Carcar ji wan re pîrejin jî tê gotin, di çîrokên kurdî de ev pîr gelek caran famdarî, zanebûn û mêvanheziya xwe ve tên nasîn. [346 alakom_folklor] Çawa di çend çîrokan de jî xuya dibe, ev pîran kesine belengaz in, tenê dimînin, çavên wan li destê kesên mayî in, rojên xwe dipên. [347 alakom_folklor] Ev tîpên pîran gelek caran alîkar in, qencî û pakiyê dixwazin, bextan û mirazan dighînin hev, suran re vekirîne, keç û xort dikarin baweriya xwe bi wan bînin. [348 alakom_folklor] Ji wan hinek jî dilreş in, timê li pey xirabiyê ne, gilî û gotina digerînin, gilîgerok in, xeybê mirovan dikin. [349 alakom_folklor] Çawa me di çîroka Gulançikzêrîn de qala wê kir, hin pîr jî hene, bi taybetî dema zarokanînê de alîkariya jinan dikin, ji wan re pîrik (ebe) dibêjin, di çîroka Gulançikzêrîn de ew pîrika wek jineke neçê tê nasîn. [350 alakom_folklor] Tîpeke mayî jî pîrhevok in, ev kesan wek jinên çîrokî jî dikarin bên nav kirin, timê xirabiyê dixwazin, xof û tirsa wan timê li ser mirovan e, memikên xwe davêjine li ser milê xwe, pêşkarî mirovan dibin. [351 alakom_folklor] Di jîyîna rojane de ev peyva, ji bo jinên bêter, bed, nebedew jî tê bi kar anîn. [352 alakom_folklor] Di folklora kurdî de jana damariyan, jana xwesûyan, jana hewiyan û jana jintiyan wek çar motîvên bingehî cih girtine. [353 alakom_folklor] Van herçar motîvan (damarî, xasî, hewî, jintî) di nav folklora kurdî de sûretekî »Jina Xirab« peyda kirine. [354 alakom_folklor] Di çend çîrokên kurdî de bêbextî û nehelaliya jinan, bûye sedemê malwêranî, malkambaxiyan. [355 alakom_folklor] Bi taybetî jinên ko mêrkirî ne, lê belê bi mêrekî mayî re serê xwe dikine yek, di van çîrokan de wek jinên rû bi tenî tên hesibîn, gelek caran jî, di dawiya çîrokan de tên kuştin. [356 alakom_folklor] Ev jinên ko bi yar in, jinên ko nabin xwediyê nefsa xwe, bi dizîka ve mêrên din re radizên, bi wan re şa dibin, di van çîrokan de gelek bi fesal gavên xwe davêjin, dek û dolap, fend û fêlên mezin tînin serê mêrên xwe. [357 alakom_folklor] Carcar bi zanetî wek misal xwe nexwaş datînin, ji bo ko imkana hevdîtina dilketiyê xwe peyda bike, mêrê xwe bona »dermanekî« dişîne »welatê hat û nehatê«. [358 alakom_folklor] Lê belê di dawiya çîrokan de her tişt êdî eşkere dibe. [359 alakom_folklor] Çîroka Ava heyatê û sêva Xelatê di vî warî de gelek balkêşe. [360 alakom_folklor] Jinik xwe nexwaş datîne, dibêje mêrê xwe, tê herî ji min re Ava heyatê û sêva Xelatê bînî. [361 alakom_folklor] Mêrik tivdarekê xwe dike, terkeserî dinê dibe. [362 alakom_folklor] Diçe gundê mala xuşka xwe, xuşka wî zane ne av, ne jî sêveke wisan heye, dibêje birayê xwe, jina te bi yar e, vegere here mala xwe! [363 alakom_folklor] ew te dixapîne. [364 alakom_folklor] Paşê bira û xuşk dikevine dilqê du gerokan, diçin dibînin ko gotinên xuşka wî rast in, jina wî bi yar e. [365 alakom_folklor] Herduyan jî dikujin. [366 alakom_folklor] Di çîroka Benglîboz de, jineke padişahekî hebûye, navê wê Siltan bûye. [367 alakom_folklor] Dema mêrê wê diçe şer, ew nêta xwe xirab dike, bi wezîrê padişah re radibe û rûdinê. [368 alakom_folklor] Hespekî padişah jî hebûye, hespekî sêrbaz bûye, dikaribûye deng jî bike. [369 alakom_folklor] Hesp, rojekê kurê padişah re, qala diya wî û wezîr dike, êdî pêwendiyên diya wî û wezîr eşkere dibin. [370 alakom_folklor] Di dawiya çîrokê de, ev jinik tê kuştin. [371 alakom_folklor] Di çîroka Silo û Rehmo de hejmara jinên bi yarik her diçin zêde dibin. [372 alakom_folklor] Silo di gomekê de xwe vedişêre, mêze dike dor bi dor sê mêrên çîptazî hatin gomê tevî pêz bûne. [373 alakom_folklor] Ev kesan, yarikên wê jina ko Silo di goma wê de xwe veşartiye, bûne. [374 alakom_folklor] Dema mêrê jinikê tê, diçe gomê rastî çend kesan tê, Silo mêrik re dibêje, ev yarê jina te ne. [375 alakom_folklor] Silo jî radibe diçe mala xwe, dêrî dixe jina wî dêrî venake, jina wî jî bi yar e. [376 alakom_folklor] Jinik yarê xwe dike kûpekî, vedişêre. [377 alakom_folklor] Piştî demekê mêr vî kûpî dibe difroşe, dide cihûkî. [378 alakom_folklor] Cihû dibêje Silo, vî kûpî bibe mala min, dema Silo kûp dibe mala cihû, mêze dike heft bûkên cihû her yek ji wan bi yarê xwe ve ketine nav kêf û henekan. [379 alakom_folklor] Dema bûk çav li Silo dikevin, bembû davêjin li ser yarên xwe, wan vedişêrin. [380 alakom_folklor] Paşê cihû tê malê, her tişt eşkere dibe. [381 alakom_folklor] Di dawiya çîrokê de, yarê jina Silo û yarên heft bûkên cihû jî tên kuştin. [382 alakom_folklor] Çawa di çîrokê de jî tê xuyan, him jinên bi yar, him jî mêrên bi yar re imkana jîyînê zêde namîne. [383 alakom_folklor] Di çîroka Silqo de, vê carê her çiqas Silqo jê derdixe jina wî bi yar e , dinêre xortek di nav cihê jina wî de ye, jinikê nakuje, tenê ber dide, paşê jineke din ji xwe re tîne. [384 alakom_folklor] Çîroka Bila ew nan û mastê xwe bixwe wek pêkeniyan hatiye gotin, rojekê mêrek diçe leşkeriyê, heft sal leşkeriyê dike. [385 alakom_folklor] Dema vedigere tê mala xwe, mêze dike kû sê zarokên wî hene, ew şaş û metel dimîne. [386 alakom_folklor] Dema jina xwe dipirse wekî ev zarok yê kê ne, bersîva jinikê mêrik têr nake, êdî ter tişt derdikeve holê, mêrik fam dike ko ew zarok ne ji wî ne. [387 alakom_folklor] Jinên destgiran [388 alakom_folklor] Çawa em li jor jî li ser sekinîbûn, di çîrokbêjiya kurdî de mêrên tiral, şil û şed, timê li malê ne, kêrî tiştekî nayên û bûne babetên gelek çîrokan. [389 alakom_folklor] Civatê ew kesan di nav koma »mêrên xirab« de bi cih kirine. [390 alakom_folklor] Wek mêran vê carê em rastî jinên wisan jî tên. [391 alakom_folklor] Ev jinan jî tiral in, xebatekê nakin, her tiştî ji Xwedê, ji dorberê xwe hêvî dikin, di dawiyê de perîşan dibin, dikevin li ser zar û zimanan û dibin babetên çend çîrokan. [392 alakom_folklor] Di çîroka Mena komekê jî gotî hebe de dayîk û keçek hene. [393 alakom_folklor] Di çîroka Ardu de bav, keçek û di çîroka Riya şixrê de jî pîrejinek, dotek û pişîkek heye. [394 alakom_folklor] Hemû mêrxasên van hersê çîrokan jî, berî ko zivistan bê qet tivdarekê zivistanê nakin. [395 alakom_folklor] Di van hersê çîrokan de dayîk, pîrejin û bav dibêjin çawa hebe emê bimirin, ne hewce ye em kar bikin, hersê keçên van çîrokan jî difikirin, dibêjin emê heta wê çaxê ji xwe re mêrekî bibînin, emê bizewicin. [396 alakom_folklor] Di çîroka dawîn de pişîk jî dibêje, dema ew mirin û zewicîn ezê jî herim mala cîranan, bibim pişîka wan. [397 alakom_folklor] Lê belê zivistan tê, ne ev dayîk, pîrejin û bav dimirin, ne jî keç mêr dikin. [398 alakom_folklor] Dema zivistan tê ev kesên tiral, cangiran gelek perîşan dibin û destê kesên mayî dinêrin. [399 alakom_folklor] Ji bo ko ji xwe re ardu û xwarinê berev bikin, dikevine çolan. [400 alakom_folklor] Di dawiyê de mêze dikin ko jîyîn çawa ew difikirin wisan hêsa nîne. [401 alakom_folklor] Ji aliyê din çawa em dibînin babeta van hersê çîrokan jî gelek nêzîkî hev e, wek şax û guhartinokên hev in. [402 alakom_folklor] Ev yeka jî nîşan dide ko, tema van çîrokan ji aliyê civatê de giring hatiye dîtin ko ev çîrok ewqas belav bûne, nav dane. [403 alakom_folklor] Gelek çîrok li ser jîyîna kurdan hatine gotin, ev çîrokan, çîrokên rastî (real) tên bi nav kirin. [404 alakom_folklor] Di jîyîna rojane de, ev bûyer li ser mirovan û li ser civatê re derbas bûne, wek neynika civatê ne. [405 alakom_folklor] Ji aliyê dîrokî, derbarê sal û demên bihurî de, ev çîrok me gelekî ronî dikin. [406 alakom_folklor] Qewmandinên ko em di van çîrokan de rastî wan tên, wek qewmandinên bûyî dikarin bên hesibîn. [407 alakom_folklor] Çawa tê tê zanîn civata kurdî wek civateke feodal ji gelek êl û eşîran pêk hatiye. [408 alakom_folklor] Ji aliyê din bandûra serokeşîr, axa, beg, şêx û mezinan li ser civatê timê mezin bûye. [409 alakom_folklor] Dubendî, nakokî, şer û dewên navbera van hêzan timê bala civatê kişandiye. [410 alakom_folklor] Di hiş û mêjûyê civatê de cihek girtiye, ketiye li ser zar û zimanê civatê, bûne çîrok. [411 alakom_folklor] Hevkuştin, xûnrijandin, dijminahî û şer wek motîv bûne babetê gelek çîrokan. [412 alakom_folklor] Di vî warî de çîroka here balkêş, çîroka Suto û Tato ye. [413 alakom_folklor] Bûyerên çîrokê li deverên Badînan derbas dibe. [414 alakom_folklor] Suto serokê êla Duşkanî, Tato jî serokê êla Rêkanî ye. [415 alakom_folklor] Şerekî bêhempa di navbera van herdu êlan de dest pê dike, bi hevra dijminatîke mezin dajon. [416 alakom_folklor] Hêzên dewletê, axa û şêxên mayî jî tevî vî şerî dibin. [417 alakom_folklor] Suto û merivên xwe gelek bêbextî, teda û zordestiyê li merivê êla Tato dikin. [418 alakom_folklor] Di dawiyê de gelek mirovan ji hev dikujin. [419 alakom_folklor] Ji bo tola hev bistînin her-du êl pêsîra hev ber nadin. [420 alakom_folklor] Paşê gelek hêzên mayî dikevine nav, dixwazin wan bi hev bînin. [421 alakom_folklor] Di dawiyê de herdu alî jî bi hev tên. [422 alakom_folklor] Suto keça xwe dide Tato. [423 alakom_folklor] Dema xûn hat rijandin, ji bo hevhatinê, li pêş xûnê dayîna keçekê di nav kurdan de edetekî kevn e. [424 alakom_folklor] Ev yeka wek nîşana aşîtiyê dikare bê hesibîn. [425 alakom_folklor] Lê belê Suto, rojekê xwe bi zanetî nexwaş davêje. [426 alakom_folklor] Tato mirovên xwe ve tên serîkî bidinê wî. [427 alakom_folklor] Dema ew diçin razên, mirovên Suto lêdixin Tato û mirovên wî dikujin. [428 alakom_folklor] Bi vî tehrî Suto tola xwe ji dijminê xwe distîne û paşê radibe ser xwe spasî Xwedê dike. [429 alakom_folklor] Di çîroka Revandina qereciyekê de dîsa gelek mirov, qasî çil kes ji eşîra malmezinan tê kuştin. [430 alakom_folklor] Rojekê xortekî eşîra malmezinan keçeke qereçiyan direvîne. [431 alakom_folklor] Dema qereçî pê dihesin, davêjine ser eşîra Malmezinan, çil mirovên wan dikujin, paşê vedigerin malên xwe. [432 alakom_folklor] Di çîrokê de dema serokê eşîra Malmezinan jê derdixe ko ewqas kes ji bo keçekê mirine, gazî xort û keçikê dike, dixwaze van herduyan jî bikuje. [433 alakom_folklor] Lê belê dema mêze dike dilê lawik gelekî di keçikê de heye, dest ji kuştina wan ber dide. [434 alakom_folklor] Serokê eşîra Malmezinan, çawa tê xuyan zewaceke bi keça qereçiyan di cih de nabîne. [435 alakom_folklor] Di vî warî de çend çîrokên ko Alexander Jaba berev kirine û wek pirtûk weşandiye zêdetir bala mirovan dikşînin. [436 alakom_folklor] Motîfên derbarê rewşa jinên kurd, di van çîrokan de gelek xurt û balkêş in. [437 alakom_folklor] Di Çîroka heyştan de dilê du xortan dikeve keçeke bi navê Barnîk. [438 alakom_folklor] Navê van xortan yek Şimasî, navê yê mayî jî Çolo ye. [439 alakom_folklor] Cara pêşîn Barnîk didine Şimasî. [440 alakom_folklor] Şimasî yekî dewlemend, Çolo yekî belengaz bûye. [441 alakom_folklor] Lê belê dilê keçikê dikeve Çolo. [442 alakom_folklor] Paşê ev herdu xort dikevine qirika hev, herdu jî tên kuştin. [443 alakom_folklor] Di dawiyê de keçik jî bi xençerê xwe dikuje. [444 alakom_folklor] Keçikê dibin li bal mezerê Çolo gor dikin. [445 alakom_folklor] Di Çîroka donzdehan de serpêhatiya du birayên bêkar cih girtiye. [446 alakom_folklor] Dilê birayê mezin Hesen Axa dikeve vê keça bi navê Lalî Xanim. [447 alakom_folklor] Paşê dema birayê wî yê piçûk Çeleng Axa vê keçikê dibîne, dilê wî jî dikeve keçikê. [448 alakom_folklor] Birayê piçûk lîstikekê tîne serê birayê xwe yê mezin, bira dev ji keçikê ber dide, birayê piçûk bi wê re dizewice, lê belê dilê keçikê birayê mezin - Hesen Axa de hebûye. [449 alakom_folklor] Di dawiyê de keçik jehrê dixwe, dimire. [450 alakom_folklor] Çîroka nozdehan de paqijî, helalî, dilovanî û cesaretê jinan tê zimîn. [451 alakom_folklor] Angorî çîrokê mirovek hebûye, li bajarê Bitlîsê dima. [452 alakom_folklor] Navê wî Cergo, navê jina wî jî Guzel Xatûn bûye. [453 alakom_folklor] Rojekê jina wî bi mêvanî diçe gundê mala bavê xwe. [454 alakom_folklor] Demek derbas dibe, Cergo xulamê xwe dişîne pey jina xwe wekî hilde bîne malê. [455 alakom_folklor] Navê xulêm Kirêt bûye. [456 alakom_folklor] Xulam di rê de nêta xwe xirab dike, dilê wî dikeve jina axê, pêşkarî jinikê dibe. [457 alakom_folklor] Jinik dema firsendekê dibîne, tîne Kirêt dikuje, herdu milên wî jî jê dike, dibe nîşanî mêrê xwe û xelqê dide. [458 alakom_folklor] Paşê herkes pesnê Guzel Xatûnê dide. [459 alakom_folklor] Dema mirov çîrokên kurdî beş û beş analîz bike, ji hev derîne, mirov dibîne ko gelek çîrok jî, li ser rawir (tabe, terewil, lawir, heywan) hatine gotin. [460 alakom_folklor] Ji ber ko piraniya kurdan di zikê tebiyetê de dijîn, di jîyîna wan ya rojane de ew û rawir di nav hev de ne, gelek rawiran diparêzin. [461 alakom_folklor] Şivan, gavan, berxvan, golikvan û gelek kesên mayî her yek ji aliyê xwe de pisporekî rawiran e. [462 alakom_folklor] Him rawirên hov, him jî rawirên kedîkirî di çîrokan de wek mirovan gavên xwe davêjin, cilên mirovan xwe dikin û dibin parçekî jîyîna mirovan. [463 alakom_folklor] Mirov û rawir ji gelek aliyan de dişibînin hev. [464 alakom_folklor] Di dawiya çend çîrokan de, ji ber xirabî û nepakiya xwe, çawa em dibînin ew dibin rawir, wek pepûk, hirç, jûjî, meymûn terkeserî dinê dibin. [465 alakom_folklor] Dema em naveroka van çîrokan mêze dikin, yek ji mêrxasên çîrokê ji Xwedê re duayan dike, lawa dike, wekî ew kesê xirab û nepak bibe rawirekî, daxwaziyên van kesan derhal tên cih. [466 alakom_folklor] Ew kes dibe çi lawirî? [467 alakom_folklor] Ev yeka angorî naveroka çîrokê, rewş û kirinên van kesan re girêdayî ye. [468 alakom_folklor] Bi saya van çîrokan em sedemên peydabûna her rawirekî jî fêr dibin. [469 alakom_folklor] Naveroka hinek çîrokên kurdî bi temamî li ser rawiran e. [470 alakom_folklor] Beşeke wan jî nîvî rawir in, nîvî mirov in. [471 alakom_folklor] Di çend çîrokan de jî, her çiqas temam rawir bin jî, formekî hinerî di van çîrokan de peyda bûye, çawa em dibînin vê carê wek misal bi devê rawirekî an jî rawirekê çîrokeke li ser mirovan tên gotin. [472 alakom_folklor] Vê beşê di nav hevsaziya çîrokeke dirêj de bi serê xwe cih girtiye. [473 alakom_folklor] Dema em van çîrokên di nav çîrokan de mêze dikin, bi alîkariya van »çîrokên piçûk« rawir dixwazin nêt, merem û mesaja çîrokê xurt bikin. [474 alakom_folklor] Angorî vî rûçikê hinera çîrokbêjiyê, bi devê rawiran şîret li me tên kirin, rawir rewşa xwe û bûyerên van çîrokên ko dibêjin, hemberî hev dikin, ji xwe re dikin pêlekan, materîal û daxwaza xwe ya dawîn pêşkêşî me dikin. [475 alakom_folklor] Çawa tê zanîn wek hebûnên jîndar (zêndî, candar, ruhber) di navbera mirovan û hêzên nemirovî de, wek misal rawiran de gelek nêzîkahî û dirûvlêketinên balkêş hene. [476 alakom_folklor] Gelek babetên çîrokên rawiran hene û naverokên wan ji motîvên gelek cida-cuda pêk tên. [477 alakom_folklor] Di nav van motîvan de motîveke bingehî, motîva jinan û zewacê ye. [478 alakom_folklor] Di vî warî de çîrokeke here hewaskar, şîretkar, çîroka bi navê Zewaca Qijik û Kevokê ye. [479 alakom_folklor] Angorî çîrokê, Qijik mêr e, Kevok jî jin e, bi hevra dizewicin, lê belê piştî demekê bi hev nakin, dixwazin hev berdin. [480 alakom_folklor] Ew diçin li bal qaziyekî, her yek qala rewşa xwe dike û çîrokekê qazî re dibêjin. [481 alakom_folklor] Sedemê gotina van çîrokan jî, her yek ji aliyê xwe de bi misalên xweşik ve dixwaze qazî bidin bawer kirin, wekî kî heq e, kî neheq e, dixwazin li pêşberî qazî wek dadigehekê xwe biparêzin. [482 alakom_folklor] Em ji naveroka çîrokê derdixin ko, Kevok doza hevberdanê dike, dixwaze ji mêrê xwe Qijikê veqete, wî berde. [483 alakom_folklor] Angorî îfade û gotinên Kevokê, mêrê wê kesekî pîs e, timê qilêr û qirêj e, diçe ser cendek, kelaxan, timê tiştên pîs dixwe, bîna genî ji devê wî tê. [484 alakom_folklor] Ji ber van sedaman Kevok dixwaze ji Qijikê veqete. [485 alakom_folklor] Çawa me jor jî got, her-du diçin li bal qazîkî bawerî û nêrînên xwe li ser vê hevberdanê pêşkêş dikin. [486 alakom_folklor] Pêşiyê Kevok, qala zordesiya ko li ser jinan heye dike, vê yekê wek neheqîkê di cî de nabîne. [487 alakom_folklor] Paşê Qijik jî, bêbextiya jinan şirove dike, li ser neheqiya jinan disekine. [488 alakom_folklor] Piştî ko her yek xwe diparêze, vê carê her yek çîrokekê jî dibêje wekî bawerî û dîtinên xwe xurttir bikin. [489 alakom_folklor] Pêşiyê Qijik çîrokekê dibêje. [490 alakom_folklor] Ev çîroka ko Qijik dibêje, bêbextiya jinan eşkere dike, wek misal Mîrze Mihemed rojekê bi çavê xwe dibîne ko jina wî û herdu jinên birayên wî bi kesên xerîb re ne, xwe tazî dikin, bi van mêran re dikevine avê, hev şa dibin, kêfa xwe dinêrin. [491 alakom_folklor] Piştî van gotinên Qijikê dor tê Kevokê wekî bawerî û nêrînên xwe ji qazî re [492 alakom_folklor] pêşkêş bike. [493 alakom_folklor] Piştî çend gotinan, ew jî çîrokekê dibêje. [494 alakom_folklor] Angorî çîroka Qijikê mirovek hebûye, navê wî Memo bûye, Memo dema zewaca wî tê, bi dotmama xwe Rewşê re dizewice. [495 alakom_folklor] Demek derbas dibe, vê carê Memo diçe hevala jina xwe ya dibistanê jî wek hewî bîne. [496 alakom_folklor] Jina wî, ji bo ko belak neyê serê mêr, dikeve dilqê mêrekî, navê xwe datîne Ehmedê Kal, diçe digihêje mêrê xwe, lê belê mêr nizane ew jina wî ye. [497 alakom_folklor] Ew timê alîkariya mêrê xwe dike ko qeza û belak nayê serê wî. [498 alakom_folklor] Paşê dema ew hewiyê tîne ser Rewşê, vê carê dest pê dike Rewşê dixe, wê dikute. [499 alakom_folklor] Fedakariya ko Rewşê jê re kiriye nizane... Kevok çîroka xwe dirêj dike, heta ko qazî dide bawer kirin ko mêr timê neheqiya jinan dikin û mêrê wê qijik jî mêrekî nepak e. [500 alakom_folklor] Ji ber vê yekê jî dixwaze mêrê xwe berde. [501 alakom_folklor] Çîrok bi vî tehrî xelas dibe. [502 alakom_folklor] Mirov êdî nizane ko qazî heq daye kîjan alîyî. [503 alakom_folklor] Çîrokbêj mimkin e mafê biryardayînê ji xwendevan û ji guhdaran re dihêle. [504 alakom_folklor] Çîroka Zewaca qijik û kevokê di babeta problematîka jinan de çîrokeke gelek hînkar (dîdaktîk) e. [505 alakom_folklor] Ji ber ko herdu alî çi jin, çi mêr di vê çîrokê de sedemên hevberdanê bi vekirî, bi misal û bi alîkariya çîrokên mayî raberî xwendevanan û guhdaran dikin. [506 alakom_folklor] Çîroka Kund û bilbil ji aliyê dilovanî, paqijî, helalî, nefs û quweta danbawerkirina jinan de me zêdetir ronî dike, çîrokeke bandûrhişt e. [507 alakom_folklor] Rojekê çawa dibe kund riya xwe şaş dike, diçe ber qula bilbilê. [508 alakom_folklor] Dixwaze here bal bilbilê. [509 alakom_folklor] Bilbil jinebîke xweyê çend zarokan bûye. [510 alakom_folklor] Kund çiqas lawa dike, bilbil dîsa dêrî lê venake, dema dinêre nikare Kund bide bawer kirin, vê carê jê re qala çîrokekê dike. [511 alakom_folklor] Angorî çîrokê li bajarê Helebê paşak dima, serkarekî xulamên paşê hebûye, navê wî Elo bûye. [512 alakom_folklor] Rojekê dema paşa diçe hec, karên mala xwe dispêre Elo. [513 alakom_folklor] Sê keçên paşê hebûne. [514 alakom_folklor] Elo dor bi dor çav berdide keçên paşê. [515 alakom_folklor] Lê belê keça piçûk, keçeke bêter bûye, Elo ew nikaribûye bîne rê. [516 alakom_folklor] Di dawiyê de wê davêje çelekê, heta bavê wê tê. [517 alakom_folklor] Paşê jî îftira davêje keçikê, ji bavê re dibêje, dibê keça te, dema tu ne li vira bûyî kerxane vekiri bû, timê li ser riyan derpiyê xwe derdixist... Piştî van gotinan gelek bela têne serê keçikê, bav dixwaze wê bikuje, paşê ew rêkê dibîne xelas dibe. [518 alakom_folklor] Dema Bilbil vê çîrokê dirêj dike, Kund gelek aciz dibe, dibê ev çîroka gelek dirêj e, tu nikarî qut bikî. [519 alakom_folklor] Lê belê bilbil, heta ko kund bikeve bimire, çîroka xwe didomîne. [520 alakom_folklor] Bi mirina kund ve êdî çîroka bingehî diqede, xelas dibe. [521 alakom_folklor] Him çîroka Zewaca qijik û kevok, him jî çîroka Kund û bilbil bi tehrekî allegorîk rewşa jinan, problem û êşên wan, zordestiyên li wan tên kirin, bi stîleke hinerî radixin li ber çavan. [522 alakom_folklor] Çawa tê xuyan ew »çîrokên nav çîrokan« bedewîke mezin didin van herdu çîrokan. [523 alakom_folklor] Di van çîrokên rawiran de, çawa em dibînin jinên ko kincên rawiran an jî rawirên ko kincên jinan xwe kirine, ji wan her yek problemeke jinan pêşkêş dike. [524 alakom_folklor] Di çîroka Kêz xatûn de, Kêz xatûn piştî gereke dirêj ji xwe re mêrekî dibîne, pê re dizewice, navê mêr Mişko Axa bûye. [525 alakom_folklor] Kêz Xatûn her çiqas bedew bûye, her ewqas jî qure û pozbilind bûye. [526 alakom_folklor] Di dawiyê de Kêz xatûn dibe goriyê vê quretî û pozbilindiya xwe, ji aliyê Mişko Axa de tê kuştin. [527 alakom_folklor] Çawa me li jorê jî pêşkêş kir di van hersê çîrokên kurdî de cotek rawir kincê jin û mêran li xwe dikin, dikevin dilqê mirovan, bi hev ra dizewicin (qijik û kevok, kund û bilbil, kêz û mişk). [528 alakom_folklor] Di van hersê çîrokan de jî, em rastî tu zewaceke dilşa nayên, ya hev berdidin yan jî dibin bayisê mirina hev. [529 alakom_folklor] Ji aliyê din çîrok jî hene, ji van cotan yek mirov e, yek jî rawir e, bi hevra dizwewicin, dibin jin û mêrên hev. [530 alakom_folklor] Di çîrokên Mar û Hemend de, vê carê marek wek xortekî dixwaze bi keça padişah re bizewice. [531 alakom_folklor] Piştî çend teqereqan ew diçin, digihêjin mirazê xwe. [532 alakom_folklor] Ev herdu çîrok jî, ji gelek aliyan de wek hev in, mirov dikare bêje, şaxên hev in jî. [533 alakom_folklor] Mar hewl dide ko martiya xwe zêde nîşan nede, bala mirovan zêde nekişîne ser xwe, lê belê dîsa jî ji destê wan nafilite, dawiyê de dîsa ya xwe dike, bi keça padişah re dizewice. [534 alakom_folklor] Eger em ji dinya çîrokan piçekê dûr bikevin, di jîyîna rojane de mar çawa em zanin wek rawirekî zêdetir bi kûvîtiya xwe, zordestî û êrîşkariya xwe ve tê nasîn. [535 alakom_folklor] Di nav kurdan de mar, rawirekî zêde hezkirî nayê hesibîn, angorî lêkolînvaneke tirk ya ko gelek çîrokên kurdî wergerandine tirkî, pêwendiyên nexweşiya mar û tunebûna ava paqij gelek xurt in. [536 alakom_folklor] Angorî wê, ew kesên ko ava ne paqij vedixwin, li gor baweriya wan, di zikê wan de imkana peydabûna meran zêdetur e, ev yeka jî dibe bayisê tirsa maran. [537 alakom_folklor] Lê belê di folklor û mîtolojiya kurdî de, ev sûretê maran yê êrîşkar wisan bi hêz û xurt nîne. [538 alakom_folklor] Çîroka şahmaran (şahê maran) de mar bi sûretekî gelek mirovî ve hatiye xemilîn. [539 alakom_folklor] Angorî van mîtolojiyan mar wek fîgurekî mîtolojîk ji navê berjêr wek mar, ji navê berjor wek keçeke bedew e. [540 alakom_folklor] Mar angorî vê mîtolojiyê bûye nîşana bedewî û xweşiyê, navê şaha van marên nîv-mirov û nîv-mar, angorî mîtolojiyê şahmaran bûye. [541 alakom_folklor] Dema mirov van herdu çîrokên ko me navê van li jor [542 alakom_folklor] daye û mîtolojiya şahmerdanê dide ber hev, mirov van herdu çîrokan de sûretekî maran yê nêzîkî mirovan dibîne. [543 alakom_folklor] Ji aliyê din jin hene tenê jinên çîrokî û mîtolojîk in, ne mirov, ne jî rawir in. [544 alakom_folklor] Ew gelek caran wek keçên dêwan, hût, cinan û wek pîrhevokan tên nasîn, horî, perî ne. [545 alakom_folklor] Çawa me di destpêkê de de jî gotibû, dema ew mêrxasên berê xwe didine »welatê hat û nehatê«, ew diçin rastî van dêw, hût û cinan tên, ev erd welatê wan e. [546 alakom_folklor] Gelek mêrxas li vî welatî nasiya xwe didin keçên wan, dibin heval, paşê vedigerin tên cî û meskenê xwe. [547 alakom_folklor] Dema ew diçin lingê xwe davêjine welatê hat û nehatê, ev dêw, hût û cin fam dikin ko bîna »benî« yan , »benî ademan« tê, »evdê sereş« hatine welatê wan, mirovan zû nas dikin. [548 alakom_folklor] Ew dest pê dikin îfadeyên wan mirovan digirin, carcar jî gelek şer û dew, mirin û kuştin pêş da tên. [549 alakom_folklor] Dîsa me di destpêkê de gotibû, dema kesek diçe xwazgîniyê keçekê, bavê wê çend mercên giran û dijwar pêşda davêje, erdê pêkanîn û cihanîna van mercan jî bi taybetî ev welatê hat û nehatê ye, ev kesan mecbûr dibin berê xwe didin vî welatî. [550 alakom_folklor] Motîfeke din jî, dema kesek bedhal dikeve, nexwaş dibe, ji bo dîtin û peydakirina dermanekî ew diçin vî welatî, ew wek misal pey sêva xweşiyê û ava heyatê dikevin... Carcar jî jinên ko dixwazin demekê ji mêrên xwe dûr bikevin, sedem û bahaneyên cida dibînin û mêrên xwe dişînin van welatan dûr. [551 alakom_folklor] Çîroka Silêmanê Zindî di vê babetê de çîrokeke pir giring e. [552 alakom_folklor] Bavê Silêmanê Zindî ji aliyê hûtekî de tê kuştin. [553 alakom_folklor] Ew jî heft kurê hût dikuje, bavê wan jî dîl digire, tîne dest û piyê wî girê dide, davêje çelekê, selekî datîne ser çelê. [554 alakom_folklor] Vê carê diya Silêmanê Zindî dibe evîndarê hût. [555 alakom_folklor] Ji bo ko ew û hût bi rehetî hev bibînin, bi hevra şabin, ew xwe naxwaş datîne, kurê xwe Silêmanê Zindî dişîne dîtina dermanan (zebeşê hûtan û şîrê şêran). [556 alakom_folklor] Diya wî di wê baweriyê de ye ko, dema Silêmanê Zindî çû van deveran, dêwê wî bikujin, êdî vegera wî tune ye. [557 alakom_folklor] Cara pêşîn kur diçe nav bostanê Dêwê Sor, keça dêw dibe evîndarê Silêmanê Zindî, dibe alîkara wî. [558 alakom_folklor] Ew zebeşê diya wî gotibûyê, peyda dike, vedigere malê. [559 alakom_folklor] Diya wî û hût vê carê lîstikeke din tînin serê Silêmanê Zindî, diya wî dibêjê, here min re »şîrê şêr di eyarê şêr de« bîne. [560 alakom_folklor] Silêman lêdixe diçe Çiyayê şêran. [561 alakom_folklor] Keça dêw dîsa jê re dibe alîkar, dibêje dema tu diçî Çiyayê şêran li wir xuşkeke min heye navê wê Gulxan e, vê namê bide wê, ewê te re bibe alîkar. [562 alakom_folklor] Vê carê jî Silêmanê Zindî daxwaziya diya xwe tîne cih. [563 alakom_folklor] Lê belê ji ber ko diya wî keseke bêbext û xayîn bûye, di dawiyê de çavê kurê xwe derdixe û davêje bîrekê (çal). [564 alakom_folklor] Paşê ew bi alîkariya çend rêwiyan tê xelas kirin. [565 alakom_folklor] Vê carê Silêmanê Zindî tê malê, him diya xwe, him jî dostê wê dikuje, paşê jî laşê wan dişewitîne. [566 alakom_folklor] Silêmanê Zindî xwe jî bi keça Dêwê Sor re dizewice, navê wê Herdemxan bûye. [567 alakom_folklor] Paşê ew diçin mirazê xwe şa dibin. [568 alakom_folklor] Di çîroka Silêmanê Zindî de dubendîke gelek tûj heye, li alîkê dayîkeke dil bi kevir, bêbext, li alîkî jî herdu keçên Dêwê Sor (Herdemxan û Gulxan) bi qenciya xwe ve tên nasîn, wek du tîpên li dijî hev, ji hev dûr, bûne nîşana pakî û nepakiyê. [569 alakom_folklor] Bi van herdu tîpên jinan ve, çîrokê imkaneke rûberîhevkirin, danberhevdanê ji bo xwendevanan peyda kiriye. [570 alakom_folklor] Di çîrokê de jinên çîrokî di warê qenciyê de çawa em dibînin zora jinên mirovî (benî adem) dibin. [571 alakom_folklor] Bi vê teknîka xwe ve çîrokeke bi hêz e. [572 alakom_folklor] Ev çîroka ko Roger Lescot berev kiriye (Silêmanê Zindî), ji gelek aliyan de dişibîne çîrokeke ko Heciyê Cindî berev kiriye (Meymûn Xanim û Mîrze Memûd), di vê çîrokê de jî diya Mîrze Memûd, dêwekî bi navê Babir re dibe yek, li dijî kurê xwe xirabiya difikire, herdu çîrok jî xirabî û dilkeviriya dayîkên bêbext radixe ber çavan. [573 alakom_folklor] Çîroka Şarûr Bilbil de Mîrze Memûd rastî keçên Dêwên Sor, Spî û Reştê, ev hersê keçik jî wî re dibin alîkar û dibin evîndarê wî, lê belê Mîrze Memûd heta ko nagihêje merema xwe, têkilî van keçikan nabe, şûrê xwe datîne navbera xwe û wan. [574 alakom_folklor] Ji ber ko di van çîrokan de dêw, hût, cin bi bi xirabiya xwe ve tên nasîn, li pêşberî van zordestiyên bavên xwe, keçên wan jî bûne wek nîşanên aşîtiyê, evîn û qenciyê. [575 alakom_folklor] Dijayetîke mezin navbera bav û keçan de heye. [576 alakom_folklor] Di çîrokên li ser padişahan de jî, çawa me gotibû dijayetiya bav û keçan bi nav û deng e. [577 alakom_folklor] Di çîroka Nêçîra Çiyayê Reş de him dilê keça Pîra Heftserî dikeve Mîrze Mihemed, him jî dilê dergistiya Dêwê Canpolat. [578 alakom_folklor] Her çiqas dergistiya Dêwê Canpolat dixwaze wekî Mîrze Mihemed bibe mêrê wan herduyan jî, lê belê ew vê yekê cih de nabîne, Mîrze Mihemed bi keça Dêwê Canpolat re dizewice, navê wê Gulsûm bûye, keça Pîra Heftserî jî dide birakî xwe. [579 alakom_folklor] Ev keçan bi vê evîna xwe ve, em dikarin bêjin ko ew bi tehrekî mayî neheqî û zordestiyan li welatê xwe, zordestiyên bavan protesto dikin. [580 alakom_folklor] Evîn, dibe formekî protestoyê. [581 alakom_folklor] Beşên dawîn yên çîrokên kurdî timê heqî, qencî, paqijiyê wek motîvên dilpakiyê li ser mirovan de dibarînin. [582 alakom_folklor] Di çend çîrokên kurdî de, carcar ew kesên ko hatine girtin, eziyet û cefa dîtine, nepakî hatine serê wan, mêrxasê çîrokê yê xêrxwaz van kesan dişîne himamê wekî xwe himam bikin, bişon. [583 alakom_folklor] Ev motîva himamê wek nîşana paqijiyê dikare bê hesibîn. [584 alakom_folklor] Ne tenê qilêr û qirêja bedenê, ev serîşuştina ji alîkî de jî dibe nîşana serketin, serbestî û şahiyê, motîva himamê dibe nîşana destpêka jîyîneke nû. [585 alakom_folklor] Bi kurtî tema jinan di nav çîrokên kurdî cihekî fireh digire. [586 alakom_folklor] Dema em van çîrokan bi çavekî rexnegirî analîz dikin, jin di du warî de gelek aktîf in. [587 alakom_folklor] Ji alîkî de ew bi xurtî li dijî neheqiyên li wan bûyî, radiwestin, şer dikin, ji alîkî de jî wek pêşeng û rêber bi zanebûn û famdariya xwe ve rê nîşanî mêran didin, di nav çîrokan de motîva jinên tekoşer peyda dikin. [588 alakom_folklor] Ew tevî raberzînên »jin tabîê mêr e an mêr tabîê jin e« dibin, ew di çend çîrokan de îspat dikin, nîşan didin ko, timê »jin ne tabîê mêr e«, ew gelek hewl didin ko nîşandin wekî mêr jî dikarin tabîê jinan bibin. [589 alakom_folklor] Çawa tê zanîn karên ko jin di nav malê de dikin bêhejmar in, ne tenê karên malê, li der malê jî jin timê mijûl in, di warê bicihanîna karên der û hundur de sebira jinên kurd bêsînor e. [590 alakom_folklor] Di çîroka Mêr Neşên Bibin Kevanî de dema zilamekî cotkar bi jina xwe ve pev diçe, mirûzê xwe dike wekî şîv tune, rojekê jin dibêjê de were tu bi karên malê ve mijûl bibe, ez li şuna te herim cot, dema jinik êvarê vedigere mal, mêze dike ko çi malwêranî. [591 alakom_folklor] Mêrê wê poşman dibe, rojtira din dîsa diçe li ser cotê xwe. [592 alakom_folklor] Di çîroka Qirxsaçliyê de em rastî jineke wisan tekoşer tên. [593 alakom_folklor] Ew terkeserî dinê dibe, di rê de rastî gelek kesan tê, ev kesen çav ber didin wê, dixwazin bi wê re bizewicin, dest davêjine wê, lê belê Qirxsaçlî her carekê rêkê dibîne, pêsîra xwe ji vê koma mêran xelas dike. [594 alakom_folklor] Carekê rastî padişahekî tê, sî û neh jinê wî hebûne, dixwaze Qirxsaçliyê jî bixwaze, hejmara jinên xwe bike çilî. [595 alakom_folklor] Qirxsaçlî, padişah dixapîne û sî û neh jinên wî jî hildide direve, diçe. [596 alakom_folklor] Vê carê rastî komeke çil mêran tê. [597 alakom_folklor] Ev çil mêr dixwazin, bi van çil keçan re bizewicin. [598 alakom_folklor] Qirxsaçlî, bi keçên hevalên xwe ve, lê dixin koka van çil mêrî tînin, paşê dikevine riya xwe. [599 alakom_folklor] Rojekê tên cihekî dibînin ko padişahê wî welatî miriye, teyrê dewletê difirînin, angorî edetên wan salan, teyr serê kê daniya, ew dibû padişahê wî welatî. [600 alakom_folklor] Vê carê teyr tê datîne serê Qirxsaçliyê, Qirxsaçlî dibe padişah, wan sî û neh keçikên din jî dike wezîr, wekîl û karên mayî dide wan, meclîseke tenê ji jinan pêkhatî ava dike. [601 alakom_folklor] Di dawiya çîrokê de, ew kesên ko berê di rê de rastî wê hatibûn, dest avîtine wê, angorî kirinên wan Qirxsaçlî tîne cezayan dide wan, kesên bi heq û neheq ji hev cida dike. [602 alakom_folklor] Çîroka Qirxsaçliyê nîşan dide ko jin dikarin di heqê her tiştî de derkevin, serkevin û bigihêjin serfiraziyê. [603 alakom_folklor] Di çend çîrokên kurdî em rastî jinên wisan tên ko li dîjî dijminên xwe seferber dibin, karên xwe bi serfirazî diqedînin, digihêjin armancên xwe. [604 alakom_folklor] Çend çîrokên kurdî jî jin hene, nîşan didin ko jin dikarin gelek caran lîstikên mezin bînin serê mêran, li ser tilîke xwe van mêran bidin lîstinê. [605 alakom_folklor] Di Çîrokên Jina Bêter û Masiyên Bejî de, em rastî jineke wisan tên, dikare mêrê xwe bide bawer kirin wekî di nav zeviyan de jî masî dikarin peyda bin û mêr jî bawer dike. [606 alakom_folklor] Bêteriya jinan carcar digihêje sînorekî wisan, mirin jî bi wan nikare. [607 alakom_folklor] Dema van tîpên jinan tiştek xiste hişê xwe, angorî çîrokan Xwedê jî bi wan nikare, ev jin di nav koma jinên serhişk de cih digirin. [608 alakom_folklor] Rojekê mêrek û jina xwe diçin nav zeviyê, dinêrin kêrguşkek ji nav zeviyê revî çû. [609 alakom_folklor] Jinik dibêje, ew rûvî ye, mêr dibêje na jinik ew ne rûvî ye, ew kêrgûşk e. [610 alakom_folklor] Mêr çi dike û nake nikare jina xwe bide bawer kirin, diçin gora jinê dikolin, jinik dîsa dibêje, na ew rûvî ye. [611 alakom_folklor] Bi kurtahî di çîrokên kurdî her çiqas li pêşberî miraz, bext û dilşahiya evîndaran gelek dijwarî, tengasî û asteng peyda dibin jî, ew dîsa bi serfirazî vedigerin tên, dighêjin hev. [612 alakom_folklor] Bi taybetî jin ji ber van dijwarî û tengasiyan tu wext stoyê xwe xar nakin, timê aktîf in. [613 alakom_folklor] Di gelek çîrokan de ew tînin hûrê rawiran dixin serê xwe, dikevine dilqê keçelan, ji ber ko kes şikê nebe wan, ew her imkanên xelasiyê diceribînin. [614 alakom_folklor] Motîfa »jina keçelok«, ji alîkî de aktîfbûna jinan nîşan dide. [615 alakom_folklor] Di vê kefteleft, şer û tekoşîna xelasiyê de, çend hêzên çîrokî jî timê amade ne, tên hewariya evîndaran, keç û xortan, alîkariya wan dikin, wek secade, xalîçên firoke, teyrê sîmir, şiva qudretê, jin an jî keça dêw... Ev yekitî, destbirakî û dostayetî, çawa em dibînin wisan xurt e, ko di dawiyê de, zora wî dêwê herî xurt, Canpolat jî dibe, heft deriyê wî yên pola jî êdî kêrî tiştekî nayên, wek mêrê rojên teng Mîrze Memûd çawa wê keçika bedew – Çilkeziyê ji destê Canpolat xilas dike û Çilkeziyê digihîne mirazê wê. [616 alakom_folklor] Em dibînin ko dawiya her çîrokekê de mizgîniya şahiyê bi lez diçe digihêje dê û bavan, mirov dikare bibêje ko dawiya her çîrokekê de dîlanek heye. [617 alakom_folklor] Motîfa Mîrze Memûd di çîrokên kurdî de wek xelaskarê jinên bindest yê herî bi nav û deng dikare bê hesibîn. [618 alakom_folklor] Di çîroka Usifê Tenbûrvan de piştî gelek teqereqan Gulbarîn ji destê Canpolat tê xelas kirin. [619 alakom_folklor] her çiqas Canpolat bi lêdanan nayê kuştin, di dawiyê da ruhê wî jê tê standin, paşê ew bêcan dimîne, dimire, Gulbarîn para Usivê Tenbûrvan dikeve. [620 alakom_folklor] Di çîrokeke mayî de vê carê keçeke mayî tê xelas kirin, navê wê Bilbilhezar bûye. [621 alakom_folklor] Bi vî tehrî Çilkezî, Gulbarîn, Bilbilhezar û gelek keçên mayî ji ber destê dêwan, hûtan difilitin, digihêjin bext û mirazê xwe. [622 alakom_folklor] Bi kûrtahî mirov dikare bibêje ko pirsa xelasî û azadiya jinan, kakilê piraniya çîrokên kurdî pêk tîne. [623 alakom_folklor] ) Çawa berî û piştî destpêka sedsala me, wisan jî di salên dawîn de çîrokên kurdî bala gelek kurdnas û lêkolîneran kişandiye ser xwe. [624 alakom_folklor] Ji ber vê yekê jî, wan ev berheman wergerandine çend zimanan: [625 alakom_folklor] Gotinên pêşiya beşeke giring ya folklora kurdî pêk tînên. [626 alakom_folklor] Ji van gotinan re carcar bendên pêşiya jî dibêjin. [627 alakom_folklor] Ev berheman carcar jî mesele û metelok tên bi nav kirin. [628 alakom_folklor] Gotinên pêşiya yên kurdî gelek dewlemend û rengîn in, ji wan beşek şaxên wan yên cida jî hene. [629 alakom_folklor] Heta niha hemû gotinên pêşiya di nav kurdan de nehatine berev kirin, nehatine şirovekirin û li ser wan xebatên zanistî û folklorîk zêde nahatine pêka anîn. [630 alakom_folklor] Di vî warî de xebateke here fireh di sala -an de ji aliyê Prof. [631 alakom_folklor] Heciyê Cindî hat weşandin. [632 alakom_folklor] Di nav vê berevoka ko bi navê Meselok û xeberokêd cimaeta kurd hat çapkirin, ji bîst pênc hezarî zêdetir gotinên pêşiya cih girtine. [633 alakom_folklor] Ev berevoka di vî warî de xebata here firehîn tê hesibîn. [634 alakom_folklor] Ji der vê xebata Heciyê Cindî, çend xebatên herdu biran Ordîxanê Celîl & Celîlê Celîl di vî warî de hene. [635 alakom_folklor] Di van salên dawîn de, li Tirkiyê jî çend pirtûkên gotinên pêşiya ji aliyê Huseyin Deniz û [636 alakom_folklor] A. [637 alakom_folklor] Balî hatin weşandin. [638 alakom_folklor] Ji aliyê din, çend berhem û lêgerîn çawa em dibînin bi serê xwe berevokên gotinên pêşiya nîn bin jî, di nav rûpelên van de gelek gotinên pêşiya hatine weşandin an jî zaniyariyên kurt li ser gotinên pêşiya hene. [639 alakom_folklor] Gotinên pêşiya wek neynika felsefeya jîyîna gelê kurd gelek zaniyarî û agahdariyên giranbiha pêşkêşî me dikin. [640 alakom_folklor] Bi taybetî di warê pêwendiyên civakî û mirovî de, ev gotinên kurt, têr û tijî û menakûr, gelek şîretan li me dikin. [641 alakom_folklor] Kurdan bi kîjan felsefaya jîyînê ve li dorberê xwe, li cihanê nihêrîne? [642 alakom_folklor] Başî û nebaşî, pakî û nepakî û rastî û nerastî bi çi awayî ji hev hatine cida kirin? [643 alakom_folklor] Wek van pirsan mirov bersîvên gelek pirsên mayî jî bi alîkariya gotinên pêşiya, bi awakî gelek kurt dikare bide. [644 alakom_folklor] Civatê bi xwe qiymetê gotinên pêşiya daye: giliyê pêşiya, kevirê xaniya. [645 alakom_folklor] Di nav gotinên pêşiya yên kurdî de, beşeke wan çawa em dibînin li dora tema jinan berev û lod dibin, bi sedan gotinên li ser jinan di zimanê kurdî de hene. [646 alakom_folklor] Ev loda gotinên pêşiya derbarê rewşa jinan de, gelek agahdariyên sosyolojîk pêşkêşî me dikin. [647 alakom_folklor] Bi saya van gotinên pêşiya mirov xwe bi hêsanî dirêjî serboriya civata kurd dike, pêwendiyên jin û mêran, rewşa malê, malbat û jinê çêtir analîz bike. [648 alakom_folklor] Bi vî tehrî, em van berhemên folklorîk ji xwe re dikarin bikin pêlekan û li ser rewşa jinên kurd bighêjin çend encam û nêrînên sosyolojîk û etnografîk. [649 alakom_folklor] Dîsa bi saya van gotinan em dikarin xwe wek civat baştir binasin û bidin nasandin. [650 alakom_folklor] Ew wek neynikekê ne, bi her aliyan ve dikarin civata kurdî bînin ber çavan. [651 alakom_folklor] Bêguman her gotineke pêşiya yekten ji devê yekî/yekê ji nişka ve derneketiye. [652 alakom_folklor] Her gotineke pêşiya, serpêhatî û çîrokeke wê heye, di dawiya bûyerek giring de peyda bûne. [653 alakom_folklor] Pêwistî û hewcedarîkê ew afirandine. [654 alakom_folklor] Dema em tecrûbe û ceribandinên mirovan yên sedsale jî, li ser van etaban de zêde bikin, wê çaxê mirov dibîne ko her gotineke pêşiya li ser bingehên ked û zehmetekî aqilmendiyê peyda bûye, forma xwe ya dawî wergirtiye. [655 alakom_folklor] Her gotineke pêşiya ya li ser jinan, raste-rast rewşa jinan tîne zimîn. [656 alakom_folklor] Beşek ji wan jî, rewşa jinan dane ber çavan, lê belê li ser tiştên mayî hatine gotin û wan tînin zimîn. [657 alakom_folklor] Ji ber ko li ser tema jinan şax vedane û jin ji xwe re kirine bingeh, ev beşa duwemîn ya gotinên pêşiya dîsa jî bala mirovan vedigerînin li ser rewşa jinan, wek misal dema mirov dibêje qîz mêvanê malê ye, mirov dixwaze bibêje keçek nikare heta mirinê di malê de bimîne, ji aliyê din ji bona tiştên derbazok jî mirov dikare vê gotina pêşiya bi kar bîne. [658 alakom_folklor] Dema mirov tenê vê mana duwemîn bide ber çavan, kok û binyata peydabûna vê gotinê mirov nikare (wek rewşa keçan) bavêje alîkî. [659 alakom_folklor] Ev kok û binyatên çend gotinên pêşiya jî, bona ronîkirina vê analîza me ya li ser jinan gelek rênîşandar û kêrhatî bûne. [660 alakom_folklor] Ji aliyê din, ji der gotinên pêşiya, ji bo xurtkirina çend nêrîn û baweriyên xwe, me ji ferhenga hevbêjeyên (tabîr) kurdî jî gelek îstîfade kir. [661 alakom_folklor] Di nav hevbêjeyên kurdî de, gelek hevbêjeyên derbarê jinan de hene, wek gotinên pêşiya rê nîşanî me didin. [662 alakom_folklor] Bi sedan gotinên pêşiya yên kurdî nîşan didin ko civata kurd giringîke mezin daye jinan û babeta jinan. [663 alakom_folklor] Li her heremê angorî zarav û devokan şax û guhartokên wan jî hene. [664 alakom_folklor] Hemberîhevkirin, danberhevîna wan bêguman gelek balkêş û kêrhatî ye. [665 alakom_folklor] Xebateke wisan dikare gelek zaniyarî û ahahdariyan derxe holê. [666 alakom_folklor] Lê belê ev yeka xebateke bi serê xwe ye. [667 alakom_folklor] Ji nav gotinên pêşiya yên kurdî de dema mirov motîvên zihniyetên jinparêz (pro-jin) hildiçine, gotina ko bala mirov zêdetir dikşîne li ser xwe, bêguman gotina jin kaniya jîyînê ye. [668 alakom_folklor] Gelo civata kurd çawa xwe gihandiye vê baweriyê? [669 alakom_folklor] Ji bo peydabûna nifşên nû û berdewambûna mirovatiyê, bi anîna zarokan ve, jin wek fakorekî produktîf, adan û fêkîdar hatiye hesibîn. [670 alakom_folklor] Bi anîna zarokan, jin bûne nîşana bereketê, wan tam û lezeteke nû daye jiyanê. [671 alakom_folklor] Wan mirovatî ji windabûnê xelas kirine, anîne vê rojê. [672 alakom_folklor] Dema mirov malbatên kurdî yên pir-zarok dide ber çavan, ew hezkirina zarokan, wek evîn nêzîkî babet jinan bûye. [673 alakom_folklor] Ev jinên pir zarok, ji aliyê civatê de awa hatina nasandin: maka nodik nod canûyî. [674 alakom_folklor] Bi vî tehrî jinan, angorî civatê xemlek daye jiyanê, jiyan neqişandiye. [675 alakom_folklor] Ev hurmeta li dor jinan berev û tîr dibe, di gotineke din de dighêje dereceke here bilind: jin bedewiya emir e. [676 alakom_folklor] Bêguman ev gotinên zêrîn, cihê jinan di civata kurdî de bi şemal û bi tîrejeke gelek tûj ve ronî dikin, serbilindî û rûmeta jinan zêdetir dibiriqînin, nîşan didin. [677 alakom_folklor] Anîna zarokan ji aliyê jinan de pêşkêşeke here mezin hatiye hesibîn, zarok parçek ji canê xwe hesab kirine. [678 alakom_folklor] Vê yekê hîsên merhemat, dilşewatî, destvekiriyê, parastin û dilovaniyê li bal jinan zêdetir kiriye. [679 alakom_folklor] Vê realîtê, jin bi malê ve girê daye: jina bê zar dilê wê naşewite malê. [680 alakom_folklor] Heta mirinê jî, pey zarokên xwe dikevin. [681 alakom_folklor] Bi kurtî, wek gotineke mayî dibêje: jin sebir e. [682 alakom_folklor] Di civata kurdî ya îro de carcar dibe mirov rastî rêç û şopa van peyvên delal neyê, jîyîn dikare mirova dilsar û rûsar bike. [683 alakom_folklor] Lê belê tev van gotinên pêşiya, folklor tenê şîreta me dike, riyên cihaneke dilşa û şaneşîn nîşanî me dike, wek bîr û bawerî dimîne: berê texte ya jinan bûye. [684 alakom_folklor] Ev gotina pêşiya ji alîkî de xirabiyên civata îro, kêmasiyên navbera jin û mêran rexne (krîtîk) dike, ji alîkî de pirên duh-îro-sibê bi tehrekî folklorîk ava û xurt dike. [685 alakom_folklor] Ji aliyê din ev gotina pêşiya derbarê lêkolîna bingehên malbatên maderşahî (jinhakim/dayîkhakim) de jî, derîkê li pêşiya me vedike, ji me re dibe alîkar. [686 alakom_folklor] Kurd zêdetir çi hez dikin? [687 alakom_folklor] Bersîva vê pirsê di nav romantîkiya kurdan de vejartiye: Kurd ji gişka zeftir jina xwe, hespa xwe û çeka xwe hez dike. [688 alakom_folklor] Gotineke mayî vê gotina pêşîn hin jî zelaltir dike: mêrê kurmanc gava têr xwar ya mirovan dikuje, ya jinekê direvîne. [689 alakom_folklor] Hemû ev gotinan, beşekî folklorê jî pêk bînin, dîsa wek xemlên jinparêz, derbarê »siyarên rojhilatê« de me gelekî ronî dikin, çend materiyalên folklorîk pêşkêşî me dikin. [690 alakom_folklor] Dema mirov dixwaze bighêje serfirazîkê û bibe xudanê cesaretekî mezin, civatê çend motîvên alegorîk ji rewşa jinê û bedewiya jinê hilçandiye, daye ber çavan. [691 alakom_folklor] Ev gotinên pêşiya jî nîşan didin wekî civatê rûmeteke çawa bedew daye jinan, çima jin wek pîvan ji xwe re hilbijartiye. [692 alakom_folklor] Bi xweziya, dest nagihêje baqê keziyan. [693 alakom_folklor] Dilê tirsonek sîngê gewr nabîne. [694 alakom_folklor] Dema mirov hemû van gotinên pesndar yên ko derbarê jinan de hatine gotin an jî rewşa jinan dane ber çav, ji xwe re xistine kok, lê belê babetên mayî tînin zimîn, berev dike, mirov dibîne ko, jinan di nav folklora kurdî de ji xwe re textek ava kirine, bi serbilindî dijîn û timê dilşa ne, rû bi ken in. [695 alakom_folklor] Jin wekî avakara malê [696 alakom_folklor] Çawa tê zanîn civatek, wek komên piçûk ji gelek malbatan pêk tê. [697 alakom_folklor] Dema mirov hemû van malbatan berev dike û digihîne hev, wê çaxê civatek saz dibe. [698 alakom_folklor] Gelo ji bo selamet û pêşeroja her malbatekê, erk (wazîfe) û berpirsiyariya mezin kî hildide li ser milên xwe? [699 alakom_folklor] Bersîva vê pirsê, mirov bi alîkariya gotineke pêşiya ve dikare bide: avaya malê destê jinan e. [700 alakom_folklor] Ev gotina him erkekê, him jî berpirsiyarîkê dispêre jinan. [701 alakom_folklor] Jin him ji bo parastina zarokan, him ji bo birêvabirina karên hundirê malê, wek paqijî, amadekirina xwarinê û him jî di afirandina berhem û mehsûlekê de timê aktîf e. [702 alakom_folklor] Gotineke mayî dîsa dibêje: avahiya malê kebanî ye. [703 alakom_folklor] Gotineke nêzîkî vê gotinê jî awa ye: jin dike malavayî. [704 alakom_folklor] Dema mirov van gotinên pêşiya baş, hûr û kûr analîz dike, bi hêsanî dibîne ko jin ne tenê avakarê malê ye, wisan jî îdara malê dike, malê diparêze: jin gol e, mêr çem e. [705 alakom_folklor] Gotineke nêzîkî vê gotinê jî awa ye: mêr kanî be jin lîç e. [706 alakom_folklor] Ango jin berev dike, depo dike û wek bankekê, roleke nîv-aborî dilîze. [707 alakom_folklor] Peyva lîç bona golên piçûk û berevbûna avê tê bi kar anîn. [708 alakom_folklor] Ev herdu gotin jî berpirsiyarîke mezin dispêrine jinan, kebaniya malê dibe şênahiya malê: mal têr e, kebanî şêr e. [709 alakom_folklor] Rûmeta ko civata kurd ewqas daye jinan, nedaye tiştekî mayî. [710 alakom_folklor] Civatê jin wek nîşana namûsê ya here mezin hesibandiye. [711 alakom_folklor] Peyva jin gelek caran cihê namusê de tê bi kar anîn. [712 alakom_folklor] Peyvên namûs û jin ketine zikê hev, wek gotineke pêşiya dibêje: mêrê kurmanc boy namusê kevçî av de dixeniqe. [713 alakom_folklor] Dîsa gotineke mayî giringiya namûsê tîne zimîn: namûs û xîret ne bi peran e. [714 alakom_folklor] Mêr timê namûsa jinên xwe li ser her tiştî re digirin, ji bo namûsa xwe dikarin canê xwe jî bidin. [715 alakom_folklor] Jin û namûsa wê pirseke hebûn û tunebûna mêran e, gotineke pêşiya vê yekê gelek vekirî eşkere dike: namûsa jinê, çeka mêr e. [716 alakom_folklor] Namûsa jinê dibe namûsa mêran jî: namûsa mêr jin xweyî dike. [717 alakom_folklor] Cihê dayikan tijî nabe [718 alakom_folklor] Dê (dayîk) di folklora kurdî de hurmeteke mezin dibînin. [719 alakom_folklor] Di warê mezinkirina zarokan de keda dayîkan mezin e. [720 alakom_folklor] Ev yeka ji ber çavên civatê nereviye, ji ber vê yekê jî civatê di nav hemû kategoriyên jinan de giramî û hurmeteke bêhempa ji bo dayîkan nîşan daye, wek gotineke pêşiyan dibêje: dayîk hate derda Xwedê rabû berda. [721 alakom_folklor] Dema civatê dayîk û bav rûberî hev kirine, dane pêşberî hev, civatê li aliyê dayîkan cih girtiye: dê ji bav şirîntir e. [722 alakom_folklor] Çima gelo ev bawerî bi salan wek gotineke pêşiya li ser zar û zimanê mirovan geriyaye? [723 alakom_folklor] Bi çend gotinên mayî ve, civatê bersîva vê pirsê jî daye: [724 alakom_folklor] Dê hejandiye, dê mêjandiye. [725 alakom_folklor] Zarok li ser milê dê mezin dibin. [726 alakom_folklor] Zarok ya dê ye, ne ya bavê ye. [727 alakom_folklor] Di warê mezinkirina zarokan de keda dayîkan zêde ye, ev peyvên zêrîn ji bo dayîkan hatine gotin. [728 alakom_folklor] Ji alîkî de her çiqas her jin dayîk nîn be jî, ev peyvan bi tevayî ji bo jinan jî hatine gotin. [729 alakom_folklor] Çawa em dibînin ew rûmeta ko civatê daye dayîkan, ewqas nedaye bavan, civatê angorî keda mirovan adalet belav kiriye: bav dimire zar nizanin bavê wan miriye, dê dimire stoyê wan xar dibe. [730 alakom_folklor] Ji bo bêsînoriya xirabiya mêrekî nîşan bidin, gotineke pêşiya awa dibêje: mêrikê xirab, çiçikê diya xwe geztiye. [731 alakom_folklor] Her çiqas gotineke pêşiya nîn be jî, dema imkaneke mezin dikeve destê yekî, ji xwe re stareke germîn dibîne, îfadeke kurdî dibêje: filankes kete zikê diya xwe. [732 alakom_folklor] Ji aliyê din, gelek mirov wek kevneşopîkê, erf û edetekî naxwazin nifirên diya wan li ser wan bin, dema dayîkan şîrê xwe li zarokekî xwe heram kir (wek şîrê min te her-am be!), êdî ew nefer dikeve bin barekî giran yê ruhî. [733 alakom_folklor] Dema karê wî di jîyîna rojane de bi hev ne hat, ew sernekeve, ew vê carê van nifirên diya xwe tîne bîra xwe. [734 alakom_folklor] Civat bi xwe jî van nifirên dayîkan davêje cihekî guhê xwe, di pêşerojê de kontrol dike, neheqiya li dijî dayîkan napejirîne. [735 alakom_folklor] Bi kurtî angorî materiyalên folklorîk cihê dayîkan zû-zû nayê tijî kirin. [736 alakom_folklor] Di folklora kurdî de motîva jana damariyan wek motîveke bingehî tê hesibîn. [737 alakom_folklor] Dema jina yekî dimire, ew zarokên ko bê dê dimînin, dikevene ber destê damariyan. [738 alakom_folklor] Lê belê damarî tu wext cihê dayîkan nikarin tijî bikin. [739 alakom_folklor] Di vê babetê de dayîk û damarî wek du hêzên li dijî hev in. [740 alakom_folklor] Gotineke pêşiya cihê dayîkan gelek baş nîşan dide: Wexta dê dimire, destê wê jêkin, pê etîma bikutin. [741 alakom_folklor] Ev gotina dixwaze bibêje ko zarokên êtîm dimînin, bira nekevin ber destê damariyan. [742 alakom_folklor] Wekheviya jin û mêran [743 alakom_folklor] Bi kêmanî gotinên pêşiya û folklora kurdî tu cidatîk wek mirov nexistiye navbera jin û mêran, herdu cins jî wek mirov hesibandiye. [744 alakom_folklor] Jin, di folklora kurdî de tu wextan piçûk nehatine dîtin, rûmeta wan nimz nebûye. [745 alakom_folklor] Her çiqas di jiyana rojane de jin carcar piçûk tên dîtin, tên zêrandin, pêpes kirin, hincirandin û ji aliyê mêran de zordestîke mezin dibînin jî, di jiyana folklorîk de em nikarin rastî dinyake wisan tarî bên, xeletî ne xeletiya folklorê ye, ev rewşa xirab bi gelek faktorên mayî ve girêdayî ye. [746 alakom_folklor] Zordestiya li jinan dibe, gotineke pêşiya gelek vekirî eşkere dike, lê belê rûreş dike: jin darê şkestî ye. [747 alakom_folklor] Ev gotina pêşiya, li ser hîmên baweriya pakî û napakî, rindî û nerindiyê ava dibe, nepakî û nerindiyê protesto dike. [748 alakom_folklor] Di malê de kesa here xebatkar bêguman kebanî ye. [749 alakom_folklor] Civatê dîtiye ko, dîsa jî ew ji gelek tiştan bêpar e û ev yeka wek neheqîke mezin dîtiye, rexne kiriye: [750 alakom_folklor] Kebanî timê bêpar e. [751 alakom_folklor] Kebanî ya melûn e, ya mehrûm e. [752 alakom_folklor] Jin darê şkestî ye. [753 alakom_folklor] Ev gotinên pêşiya jî nîşanî me didin ko, civatê zordestî û neheqiya li jinan dibe, timê aniye zimîn û ev newekheviya li ber çavên civatê nereviye, dest daye li ser vê rewşa xirab. [754 alakom_folklor] Dema em çend gotinên pêşiya berçav dikin, em dibînin ko civatê timê wekheviya jin û mêran li ser her tiştî re girtiye û qet ne be ev wekheviya bi gotin be jî, hêvî kiriye: [755 alakom_folklor] Dê tev bavê cote bask e. [756 alakom_folklor] Şêr şêr e, çi jin çi mêr e. [757 alakom_folklor] Jin dîwarê hundir e, mêr dîwarê derva ye. [758 alakom_folklor] Jin, mêr takî ne. [759 alakom_folklor] Gotina şêr, şêr e, çi jin çi mêr e, çawa em di gelek serkaniyan de rastî wê dibin, êdî bûye nîşana wekheviya jin û mêran. [760 alakom_folklor] Dema gilî tê ser jinan, bêguman cara pêşîn ev gotina tê bîra mirovan û di nav kurdan de gelek belav bûye, gotineke here populer e. [761 alakom_folklor] Ev peyvên zêrîn, bawerî û dîtinên civatê yên li ser rewşa jinan gelek bi vekirî diyar dikin. [762 alakom_folklor] Hemû ev gotinan nayê wê manê ko bi rûçik û karekterên xwe ve, jin û mêr yek in. [763 alakom_folklor] Civatê ev cidatiya jin û mêran jî tespît kiriye û çend sînor jî kişandine: jin jin gotî, mêr mêr gotî. [764 alakom_folklor] Di zimanê kurdî de peyva serjinik, hinekî jî nezelaliya van sînoran nîşan dide. [765 alakom_folklor] Çawa tê zanîn ev peyva ji bo mêrê ko zêde serê xwe dixe karê jinan tê bi kar anîn. [766 alakom_folklor] Ji aliyê din, civatê wekheviya jin û mêran bi zimanekî din, awa nîşan daye: [767 alakom_folklor] Jin heye ji mêran zêde ye. [768 alakom_folklor] Kulfet heye ji sed mêrî zêde ye. [769 alakom_folklor] Jina baş ji hezar mêrê xirab çêtir e. [770 alakom_folklor] Ji kurê bêxîret, qîzeke kor paktir e. [771 alakom_folklor] Qîz hene heft kura nadin. [772 alakom_folklor] Qîza filankesê xûna mêrekî ye. [773 alakom_folklor] Di hevbêjeke kurdî de, dema gilî tê ser jin an jî keçeke jêhatî û mêrxas, awa tê gotin: caba heft mêra dide. [774 alakom_folklor] Jinên awa di nav kurdan de keçebav tên bi nav kirin. [775 alakom_folklor] Bi xwe jin be, lê belê bi mêra çûbe, ji wan re jî mêrejin dibêjin. [776 alakom_folklor] Gelek gotinên pêşiya bi eşkere nîşan didin ko tu wext mêr ji jinan hêjatir nînin, ne hêztir û ne jî jîrtir in. [777 alakom_folklor] Herdu cins jî mirov in û wek hev in, her jins jî angorî keda xwe, hêz û kabîliyeta xwe tevî avakirina malbat û civata xwe dibin. [778 alakom_folklor] Ji aliyê din, civatê ev yeka jî nîşan daye, wekî him di nav jinan de, him jî di nav mêran de kesên nebaş hene, kesên xirab hene, hemû wek hev nînin. [779 alakom_folklor] Dema mêrek dikeve tengasiyê, bêgav û neçar dimîne, cara pêşîn jin tê hewariya wî û mêr xwe davêje li ber bextê wê: jin kela mêra ye. [780 alakom_folklor] Dema xûn dirije, mirov ji hev tên kuştin û dijminatiyên mezin navbera malbat, eşîr û êlên kurdî de pêş da tên, rola jinan mezin dibe. [781 alakom_folklor] Ji bo sekinandina şer, ew wek hêzên aşîtîxwaz, çareserkar xwe berpirsiyar dihesibînin, pêşiyê li van şerên neheq digrin, xirabiyê naxwazin: [782 alakom_folklor] Kulfet diçe xûnê, xûn safî dibe. [783 alakom_folklor] Mêra xwe avîtin kewarê, jin şandin hewarê. [784 alakom_folklor] Hemû ev gotinan nîşan didin ko çi jin, çi mêr, herdu jî can in, mirov in, herdu jî di tanga (alî) xwe de, dema imkan û mecal têkeve dêst, dikarin bighêjine serfirazî û serketinên mezin, di avakirina civatekê de angorî hêza xwe beşdar û cih digrin. [785 alakom_folklor] Dema wan dest da dest, pişt dan pişta hev heta mirinê jî, tu hêz bi wan nikare: jin û mêr tevr û bêr. [786 alakom_folklor] Di nav xetên vê gotina pêşiya de jî, mirov dîsa rastî rêç û şopa wekheviya jin û mêran tê. [787 alakom_folklor] Motîva jina baş û jina xirab [788 alakom_folklor] Di folklora kurdî de civatê her çiqas cihekî bi rûmet daye jinan jî, di navbera jina baş û nebaş de sînorek jî daniye. [789 alakom_folklor] Bi vî tehrî hertim jina baş rûspî kiriye, jina nebaş rûreş kiriye. [790 alakom_folklor] Civatê hemû jin nexistine takî teraziyê, ji vê xeletî û şaşiyê xwe parastiye, dûr maye. [791 alakom_folklor] Ev herdu gotinên pêşiya derbarê vê yekê de me gelekî ronî dikin: [792 alakom_folklor] Jin jî heye, jinkok jî heye. [793 alakom_folklor] Jin ser jinê re heye. [794 alakom_folklor] Berî ko civat bala mirovan bikşîne li ser jinên nebaş, zêdetir rewşa jina baş raxistiye ber çavan û motîva jina baş afirandiye. [795 alakom_folklor] Bi vî tehrî civatê xwestiye, bingeh û hîmên her malbatekê xweş bên avîtin, sibê-dusibê, di pêşerojê de ji cihê xwe nelivin, neliqin. [796 alakom_folklor] Çend gotinên pêşiya bi taybetî li ser jinên baş hatine afirandin: [797 alakom_folklor] • Jina ba şbêmene birê mêrê xwe ye. [798 alakom_folklor] • Jina baş namûsa mêrê xwe ye. [799 alakom_folklor] • Jina baş dûrva kivş e. [800 alakom_folklor] • Jina baş sebir e. [801 alakom_folklor] Civatê timê baweriya xwe bi jina çê û baş aniye, cesaret daye wan, şahsiyeta wan xurt kiriye û pêş da biriye: [802 alakom_folklor] Bira jina çê be, bira nav ordiya esker be. [803 alakom_folklor] Keça bi esil li nav tabûra leşkerê Romî de be jî, kes pê nikare. [804 alakom_folklor] Gelek gotinên mayî jî hene ko, cidatiya jinên baş û jinên nebaş eşkere dikin, li ser jinên nebaş, xirab rexnan dibarînin: [805 alakom_folklor] Axiriya diranê dêşe kişandin e, jina xirab berdan e. [806 alakom_folklor] Jin heye gula mêrê xwe ye, jin heye kula mêrê xwe ye. [807 alakom_folklor] Jin heye bira ye, jin heye birabir e. [808 alakom_folklor] Jin jî hene, jan jî hene, merhema dilan jî hene. [809 alakom_folklor] Jina çê meriva dike wezîr, jina xirab merivan dike rezîl. [810 alakom_folklor] Kulfeta xirab mêran serberjêr dike. [811 alakom_folklor] Jina xirab bênamûsiya komê ye. [812 alakom_folklor] Di civata kurdî de, her wisan jî di gotinên peşiya de komeke jin, jinê here xirabtir hatine hesibîn. [813 alakom_folklor] Bi taybetî jinên xebergerok, virvirî, dikin bilebil, zêde xeber didin, kûdkudo û pîrhevok di folklora kurdî de timê di nav kategoriya »jinên xirab« de cih digrin. [814 alakom_folklor] Carcar dema em rastî çend motîvên ko jina serberjêr dikin, rûmeta wan winda dikin tên jî, ev gotinan ne hemû jinan, tenê ji bo jinên xirab hatine bi kar anîn. [815 alakom_folklor] Ji ber ko dema em naveroka çîroka peydabûna van gotinan raçav dikin, em dibînin ko cara pêşîn jineke xirab bûye bayisê peydabûna van gotinan, ne jin bi giştî. [816 alakom_folklor] Ji ber vê yekê jî element û motîvên li ser jinan timê pozîtîf in, her çiqas çend motîvên negatîf hebin jî, ev yeka jî mercên piçûkdîtina jinan yên dîrokî ve girêdayî ye, bi taybetî yên olî û pederşahî... [817 alakom_folklor] Salên keçîniyê [818 alakom_folklor] Di jiyana her jinekê de salên keçîniyê (keçtî) cihehî bi taybetî digrin û piştî gelek salan dîsa dem-dem tên bîranînê: pîrî û kalî roja reş e, qîztî û xortî gula geş e. [819 alakom_folklor] Di her malbatekê de hebûna keçan wek xeml, nexş, şênahî û dewlemendîkê hatiye hesibîn. [820 alakom_folklor] Civatê keç ji hemû xirabiyê parastiye, nexwastiye navê wan xirab derkeve, di nav civatê de sosret û rezîl bin. [821 alakom_folklor] Keç hene, di civatê de bûne xweyê rûmeteke mezin: qîza filankesê xûna mêrekî ye. [822 alakom_folklor] Ev guhdariya ko civatê li ser keçan pêk aniye, bêsedem nîne. [823 alakom_folklor] Ji ber ko keç ji bo etabeke jiyanê ya nû xwe amade dikin, pêwist e ew di nav xweşî û selametiyê de mezin bibin, navên wan dernekeve xirabiyê: [824 alakom_folklor] Bira mirov ziyareta xirab bike, navê qîza xirab neke. [825 alakom_folklor] Bira qîzê bibin ser xençerê, nebin ser xeberê. [826 alakom_folklor] Dema keçek mezin dibe, tê salên mêrkirinê, gelo ev keça azep û xama nesîbê kê ye? [827 alakom_folklor] Bersîva vê pirsê, çawa em dibînin di çend gotinên pêşiya de gihiştiye zelalîkê. [828 alakom_folklor] Gotinek dibêje: keç ziyaret e. [829 alakom_folklor] Çawa tê zanîn hejmara kesên ko diçin ser ziyaretan zêde ne. [830 alakom_folklor] Di nav van kesan de, gelek dilketiyên keçikê hene, keç ji nav van kesan yekî ji xwe re wek mêr hildijbêre. [831 alakom_folklor] Civatê bi alîkariya vê tespîtê xwastiye pêşiya mêrkirinên bêdil raweste, alternatîfên cida cida, imkanên teze pêşkêşî keçan bike, toleransekê peyda dike. [832 alakom_folklor] Civatê xwastiye bibêje ko bi darê zorê tu tiştek naçe sêrî: [833 alakom_folklor] Keçik wek sêva darê ye, herkes kevirê xwe davêjê, kî bixe wî re ye. [834 alakom_folklor] Qîz heye dara rez e. [835 alakom_folklor] Hatî û çûyî kewtiyê xwe davêjê. [836 alakom_folklor] Ji aliyê din li ser keçan pêkanîna zordestiyê û di malê de zêde hiştin û girtina keçan ji aliyê civatê de baş nehatiye dîtin, ew wek mêvanên ezîz hatine ezimandin: [837 alakom_folklor] Qîz ewledê xelqê ne. [838 alakom_folklor] Qîz mêvanê malê ne. [839 alakom_folklor] Qîz zebeşê gihiştî ne. [840 alakom_folklor] Keç hewsar nabe. [841 alakom_folklor] Jiyan ji bo her keçekê wek xewnekê ye, xewnerojekê ye. [842 alakom_folklor] Ji wana gelek dilçivîk in, di nav gelekan de xortxapînokî dibe edetekî, bi şeng û şepaliya xwe tên nasîn: dengê qîzan zû diçe kuran. [843 alakom_folklor] Ev rewşa keçan ji ber çavê civatê nereviye: ro çû dîza, bû fitara qîza. [844 alakom_folklor] Çawa gelek zane dibêjin, bi hatina baharê ve hîsên evînê, hevhezkirinê zêde dibin. [845 alakom_folklor] Gotineke pêşiya bandûra baharê li ser keçan bi vî awayî tîne zimîn: bahar e, qîzik çi har e. [846 alakom_folklor] Peyva harbûnê, li bal keçan zêdebûna hîsên seksuel nîşan dide. [847 alakom_folklor] Bi kurtî ew qîmetê ko civatê daye keçan, tê wê manê ko daye jinan jî. [848 alakom_folklor] Keç bûne nîşana hebûna mirovan û komê: [849 alakom_folklor] Bedew, gund tînin ber çav. [850 alakom_folklor] Bavê bê qîz, çiyayê bê av e. [851 alakom_folklor] Qîzê kê hene, ew padşa ye. [852 alakom_folklor] Ji aliyê din civatê hebûna keç û kuran ewqas zêde mezin nekiriye, bi giştî zarok wek şirînaya malê ditiye: [853 alakom_folklor] • Qîz hene heft kura nadin. [854 alakom_folklor] Şerê bûk û xwesûyê [855 alakom_folklor] Dema her keçek mêr dike, ji bo wê jiyaneke nû jî dest pê dike. [856 alakom_folklor] Rojên keçaniyê êdî xelas dibin. [857 alakom_folklor] Bûktî jî wek keçaniyê di jiyana her jinekê de dikare bibe perîyodeke dilşa. [858 alakom_folklor] Eger di malê de xasî hebe, hejmara zarokan jî zêde be, êdî salên keçanî û bûktiyê dûr dikevin: qîztî çiqayî xweşe, bûktî gula geşe -wexta dikeve ber darê derûşê, per û baskê wê diweşe. [859 alakom_folklor] Di gotineke mayî de bûk dîsa gilî, gazin û loma dike: bûme bûk, bûme pepûk. [860 alakom_folklor] Di her malbateke nû pêkhatî de, di malê de li ser parevekirina îktîdarê û birêvabirina karên malê, gelek caran di navbera bûk û xwesûyê de dijayetî, nerehetî û şerên mezin dikarin dest pê bikin. [861 alakom_folklor] Gelek caran dema keçek mêr dike, tê malê, ne tenê rastî mêrê xwe tê, wisan jî rastî diya mêrê xwe tê û ev pîrejina dibe xwesûya wê. [862 alakom_folklor] Angorî xwesûyê, ew rewşa malê ji bûkê çêtir zane û ji ber ko demekê di avakirin malê û mezinkirina zavê de keda wê zêde derbas bûye. [863 alakom_folklor] Ew dixwaze hertim gotinên wê bên cih, naxwaze ev bûka nû li ser wê re be. [864 alakom_folklor] Ev rewşa nû gelek caran dibe bayisê parçebûna malbatan, sedemêm lihevnekirinên bûk û xwesûyê, bûk û zavê û dê û kur. [865 alakom_folklor] Navê bûkê gelek caran xirab derdikeve: bûka xeniqandiye heft xasî, ji bilqîniya cêr tirsî. [866 alakom_folklor] Carcar pêwendiyên bûk û xwesûyê serast dibin, di malê de xweşî û rehetîk peyda dibe: bûka çê ye, xasî dê ye. [867 alakom_folklor] Ji bo ko di malê de hertim xweşî û dilşahî hebe, diya kur berî zewacê çavê xwe digerîne wekî »bûkeke baş« ji »xwe« re û keçeke rind ji kûrê xwe re bibîne. [868 alakom_folklor] Eger keça birakî wê hebe, vê yekê jî bona pêşeroja xwe, pişt guhê xwe re navêje. [869 alakom_folklor] Çend gotinên pêşiya vê yekê gelek başeşkere dikin: [870 alakom_folklor] Bûka xala delaliya mala. [871 alakom_folklor] Bûka apê kete kapê, bûka xalê delaliya malê. [872 alakom_folklor] Êdî »keseke xerîb« û »keçen xelqê« di malê de tune. [873 alakom_folklor] Pêwendiyên bûk û xwesûyê angorî dê û bavê keçikê, rewşa malbata wê, ji hev cida dibin. [874 alakom_folklor] Çi dibe, bira bibe şerê bûk û xwesûyê naqede, heryek tanga xwe de royê dibîne: [875 alakom_folklor] Bûk anî leze, da ga û peze, sivika malê dîsa eze. [876 alakom_folklor] Bûkê tune zar û ziman, xwesûyê tune dîn û iman. [877 alakom_folklor] Bûk heye tifaqa malê xweyî dike, bûk jî heye xirab dike. [878 alakom_folklor] Demeke wisan tê êdî rehetiya bûkê qet namîne, xwaziya xwe li rojên bihurî tîne, keçaniya xwe digere. [879 alakom_folklor] Firsend têkeve dêst, îro jî dixwaze here mala bavê: [880 alakom_folklor] Bûk wisan mala bavê hez dike, wekî îznê bidî wê pêxas jî here. [881 alakom_folklor] Berê bûkê têkeve mala bavê wê - wê bi serserê xwe jî here. [882 alakom_folklor] Mala mêrê jinê xezne be jî, dîsa çavê wê mala bavê ye. [883 alakom_folklor] Bêguman ev daxwaziya vegera malê, ne tenê bi derdê xwesûyê ve girê daye. [884 alakom_folklor] Gelek faktor û sedemên mayî jî li ser vê vegerê bandûrekê nîşan didin, wek bîranîna »rojên keçaniyê«...Bi kurtî şerê bûk û xwesûyê, wek şerê hewiyan di folklora kurdî de cihekî fireh digire. [885 alakom_folklor] Neçariya jinebiyan [886 alakom_folklor] Dema mêrê jinekê dimire, ew jina bî dimîne, di kurdî de jê re dibêjin jinebî. [887 alakom_folklor] Ji bo jinekê windakirina mêr, bûyereke gelek tirş û tal e. [888 alakom_folklor] Çend dijwarî, serêşî û tengasiyan peyda dike. [889 alakom_folklor] Tenêmayîn ewqas ne hês ye. [890 alakom_folklor] Ji aliyê din ji nû ve mêrkirin û zewaceke nû jî ewqas ne hêsa ye. [891 alakom_folklor] Eger mêr li pey xwe zarok jî hiştibin, wê çaxê rewşa jinebiyan hin jî xirabtir dibe. [892 alakom_folklor] Tenêmayîn bi serê xwe êşeke mezin e û bala her kesî li ser jinebiyan e: jina bî nakeve tu mala. [893 alakom_folklor] Jinebî ji ber şikbirinê, ji ber navê wê xirab dernekeve û ji bo selameta zarokan gelek caran naçe der û cînaran, mala xwe dimîne: jina bî zef jê tê xeberdan. [894 alakom_folklor] Ev dorgirtina civakî, gerîna gilî û xeberan lingê jinebiyan dikine soleke teng, neçarî û bêgavî wan gelek diêşîne û ji şerma nizane çi bike: jina bî dest ber rû ye. [895 alakom_folklor] Ji aliyê din, piştî mirina mêr, civat berpirsiyariya parastina zarokan jî dispêre jinebiyan. [896 alakom_folklor] Ev yeka bona wan barekî giran e. [897 alakom_folklor] Rojên kêf, xweşî û eşqê êdî qediyane. [898 alakom_folklor] Naxwazin bi dîtina mêrekî din, navê wan xirab derkeve. [899 alakom_folklor] Çawa tê zanîn mesajên wek »jina bênamûs xirabiya komê ye« guhên wan qûl dikin. [900 alakom_folklor] Bi vî tehrî her tişt li ber çavên wan reş dibe, bîna wan gelek caran teng dibe. [901 alakom_folklor] Bi kurtî jiyan bona jinebiyan bi piranî tarî û sar dibe, nizanin çi bikin: jina bî mîna meha Adarê ye, geh digrî, geh dikene. [902 alakom_folklor] Ji ber van êşên jinebiyan, ew navbera du avan de dimînin, careke din mêr bikim an na? [903 alakom_folklor] Bersîva vê pirsê, ewqas ne hêsa ye, ji ber vê bêgaviyê navê jinebiyan carcar xirab derdikeve: jina bî du rû ye. [904 alakom_folklor] Dema jineke yekî dimire, eger zarokên wê malbatê hebin, rewşa mêr jî wek jinebiyan gelek xirab dibe. [905 alakom_folklor] Tijîkirina cihê jina berê ewqas ne hêsa ye, bi mirina jinê, per û baskê van mêrebiyan -j inmiriyan yekten dişkên, diweşin: jin dimire, mêr serbirî dibe. [906 alakom_folklor] Di nav gotinên pêşiya yên kurdî de beşek gotin jî, çawa tê xuyan li dora temaya pirjiniyê berev dibin. [907 alakom_folklor] Em ji vê yekê derdixin ko, civatê ev tehrê zewacê nebaş dîtiye û serda çûye. [908 alakom_folklor] Anîna jineke nû, ne ji aliyê zarokan de, ne jî ji aliyê dayîkê de hatiye pejirandin û ew li dijî anîna vê jina nû derketine. [909 alakom_folklor] Ev jina nû ji aliyê zarokan de wek jinbav, ji aliyê dayîkê de jî wek hewî hatiye bi nav kirin. [910 alakom_folklor] Hatina hewiyê di pêwendiyên jin û mêr de qelîştekekê peyda dike û di malê de dibe sedemên dilsarîke mezin. [911 alakom_folklor] Civatê zêdetir êrîş biriye ser bavê, ew protesto û rûreş kiriye, wek gotineke pêşiya dibêje: mêrê du jina du rû ye. [912 alakom_folklor] Di malê de serdestiya kîjan jinê hebe, bêguman statûya jina din dikeve, qedrê wê namîne. [913 alakom_folklor] Pêwendiyên mêr bi kîjan jinê re xurt bin, bi kîjan jinê ve kêfa wî zêde tê, ew jina dibe jina here berbiçav û serdest. [914 alakom_folklor] Jina ko rûmeta wê zêde namîne, bi piranî jina yekemîn e, wisan nîn bûya, mêr jina duwemîn nedianî (hejmara jina dikare bighêje sisê û çaran jî). [915 alakom_folklor] Jina ko dibe gula malê û şirîna malê, zêdetir jina bedew, ciwan û jina ko salê wê hindik in. [916 alakom_folklor] Çi dibe bira bibe, bi taybetî jina yekemîn, dema jineke mayî tê ser wê, ji vê rewşê xirabtir, rewşeke din nabîne: Bira meriv here ser sêwiya, neçe ser hewiya. [917 alakom_folklor] Carcar herdu jin jî, ji rewşa hewîtiyê aciz in. [918 alakom_folklor] Nerazîbûna herdu aliyan qet nebe li ser tema pirjiniyê dibe sedemê hevra peyivîn û dîalogê. [919 alakom_folklor] Lê belê tecrubên pirjiniyê çawa nîşan didin, jina yekemîn hatina jina duwemîn wek afatekê dibîne: jin dibê bira bextê min hebe, bira çavekî min tune be. [920 alakom_folklor] Jina paşîn ji bo ko xwe têxe çavê mêrê xwe, ji destê wê çi tê dike, bi mêrê xwe ve dizeliqe û vê gotina pêşiya ji xwe re dike guhar, dixe guhê xwe: jin dikare mêra mîna destmalan li ser destê xwe bigerîne. [921 alakom_folklor] Ew, vê nêzîkayê hin caran li dijî jina yekemîn bi hostatî û bi zanetî bi kar tîne, carcar mêr û jina pêşîn berî hev dide, rûmeta wê hildide bin piyan, wê pêpes dike. [922 alakom_folklor] Civatê bi çavekî baş hatina hewiyê nenihêriye û ew pîroz nekiriye: jina paşîn mîna pînê berovajî ye. [923 alakom_folklor] Jina pêşîn bi hatina jina paşîn ve, gelek diêşe, ber xwe dikeve, êdî dibe xulam û berdestîke malê. [924 alakom_folklor] Ji aliyê din her çiqas, mêr çend rojên xwe bi kêf û eşq derbas dike jî, di malê de bêpergalîke mezin dest pê dike û rewşa malê serobino dibe: Heçî merivê mala xwe bi destê xwe xirab bike, bira du jina bîne. [925 alakom_folklor] Gotineke mayî jî awa dibêje: kebanî bûn sêsê, kodik li ber sê. [926 alakom_folklor] Wek jana hewiya, janeke mayî jî jana jinên bira ne. [927 alakom_folklor] Çawa tê zanîn gelek malbatên kurdî, malbatên fireh in, di malê de çend bira bi zar û zêçên xwe ve dikarin bijîn. [928 alakom_folklor] Lê belê carcar dubendî û nerehetiyên navbera jinên wan her diçin mezin dibin. [929 alakom_folklor] Li ser parvekirina karên malê bi hev nakin, dibin dijminê hev. [930 alakom_folklor] Çend gotinên pêşiya li ser jinên bira ne, li ser jintiyan in: [931 alakom_folklor] Jinê bira meriva dikin şîva gura. [932 alakom_folklor] Jina bira nola gura. [933 alakom_folklor] Jintiya hev ra kire bilebil, bira hev ra bûne derd û kul. [934 alakom_folklor] Civatê sînorên namûsê û bênamûsiyê gelo angorî kîjan bingehan kişandiye? [935 alakom_folklor] Dema mirov derbarê vê yekê de çend bawerî, agahdarî û zaniyariyan ji nav gotinên pêşiya hildiçine, li ser kûr difikire, mirov dibîne ko him jin, him jî mêr piştî zewac û mêrkirinê pêwist in, hin »kincên nû« li xwe bikin, gavên xwe bi pîvan bavêjin. [936 alakom_folklor] Ew divê li pey jin û mêrên mayî negerin û çavên wan ne li der be: her kezîsorek, simbêlsorek li ber heye. [937 alakom_folklor] Şaxeke mayî ya vê gotinê jî awa ye: her kezîzerek simbêlsorek li hember e. [938 alakom_folklor] Dema du kesan biryar girtin wekî bizewicin, pêwist e li ser biryarê xwe bisekinin. [939 alakom_folklor] Di navbera wan de peymanek hatiye girêdanê: jin û mêr ne fînoyê sor in, hero serê yekî bin. [940 alakom_folklor] Çi jin, çi mêr be, herdu jî angorî vê peymanê nikarin wek rojên keçanî û xortaniyê pey yarên teze bin, pey dilketiyên nû bin. [941 alakom_folklor] Dema jin û mêr ji hevre ne helal bin, wê çaxê dubendî û serêşiyên mezin dikarin derkevin rûyê avê. [942 alakom_folklor] Ev serêşî heta mirin û kuştinê jî diçin. [943 alakom_folklor] Di rewşeke awa de dîsa em tên li ser motîva »jina xirab« û »mêrê xirab«. [944 alakom_folklor] Ji bo çareserkirina vê êşa ko nayê kişandin, civatê derîk vekirî hiştiye: hevberdan (telaq). [945 alakom_folklor] Gotineke pêşiya bi vekirî bona jin û mêrên ko hero dikevine qirika hev, ji wan re riya xelasiyê nîşan dide: berdana jinê edetê dinê. [946 alakom_folklor] Mirov nikare bibêje timê jin dibin sedemên malxirabî û hevberdanê, civatê wisan jî kêmasiyên »mêrê xirab« jî nîşan daye. [947 alakom_folklor] Gotineke pêşiya derbarê vê yekê de çarçavekê pêşkêşî me dike, bi kêmanî jinê rûspî derdixe: çiqas jine rind be, dîsa mêrî tol e. [948 alakom_folklor] Çawa tê xuyan ne tenê jin, dema li malê de nerehetî peyda bûn, mêr jî dibin sedemên hevnekirinê. [949 alakom_folklor] Li ser bênamûsiya »jina xirab« gelek gotinên pêşiya hene: [950 alakom_folklor] Kulfeta bêesil pêşa xwe davê li ser serê xwe. [951 alakom_folklor] Dêlik ne bi ba be, kûçik nare cem. [952 alakom_folklor] Jinê dil kir dîwar qûl kir. [953 alakom_folklor] Tiştekî balkêş jî ew e, di nav gelek bêjebendên (tabîr) kurdî de, jinên xirab ji aliyê namûsê de bi tehrekî gelek tûj hatine rexne kirin, cidatiya wan û heyanan tune ye, ew wek dêlik, kelb, çêlekan hatine bi nav kirin. [954 alakom_folklor] Ji ber ko li bal heyanan pîvanên edeb û ehlaq ji ortê rabûne, jinên xirab jî wek wan heyanan hatine dîtin: [955 alakom_folklor] • Çêleka nava boxa. [956 alakom_folklor] • Çêleka çil boxe. [957 alakom_folklor] • Kelba heram. [958 alakom_folklor] • Dêlka nava gund. [959 alakom_folklor] • Dêlka doxê. [960 alakom_folklor] • Bûye dêla ser cewra. [961 alakom_folklor] Dîsa çend bêjebend ji aliyê namûsê de jinan rûreş dikin, rexnan li wan dibarînin, wek: [962 alakom_folklor] Dawa xwe avêtine ser serê xwe. [963 alakom_folklor] Delinga xwe herimandin. [964 alakom_folklor] Gelo van jinên ko ji aliyê civatê de hatine gunekar kirin, navê jinan bi giştî çiqas xirab derxistine? [965 alakom_folklor] Gelo hemû jin wek van jinên xirab hatine dîtinê? [966 alakom_folklor] Gelo tevlihevîke awa, yekkirineke awa, li ser pêkanîna suretekî jina xirab di nav civatê de bandûreke çawa hiştiye? [967 alakom_folklor] Bersîvên van pirsan, dikarin cihê jinan gelekî zelatir û baştir bidin xuya kirin. [968 alakom_folklor] Ji aliyê din carcar mêr bêsebeb, bi jinê re şer dike, gelek tiştan ber xwe derdixe û dikare îftirayên mezin jî bavêje jinê: li jina xwe meniyan bû, digot gava tu hevîr dikî quna xwe dihejînî. [969 alakom_folklor] Kumreşî, dexesî, çavnebarî û hesûdî di nava cotên wisan de gelek fire ye. [970 alakom_folklor] Behecokî canê herdu aliyan jî dixwe û timê herdu alî jî şikê dibine hev: dilê wî baltûza wî girtiye, meniya jina xwe digere. [971 alakom_folklor] Civat di nav gelek salan de gihaye wê baweriyê ko ji alîkî de zewac, ji alîkî de yartî bi hevre nameşin. [972 alakom_folklor] Hebûna her pêwendîkê, tunebûna pêwendiya din bi xwe re tîne, civatê gotina xwe awa kurt biriye: [973 alakom_folklor] Kî hêviya yarê ma, bê jin ma. [974 alakom_folklor] Jin, mêr ne fînoyê sor in, hero serê yekî bin. [975 alakom_folklor] Çend gotinên pêşiya ko hene erk û berpirsiyariyê jin û mêran yên şevê, yên cînsî (seksuel) bi vekirî tînin bîra wan: [976 alakom_folklor] • Jina zû radize mêrê xwe zû kal dike. [977 alakom_folklor] • Zilam hertim dixwaze, lê hertim nikare, pîrek hertim dikare, lê hertim naxwaze. [978 alakom_folklor] ) Ji bo ko xwendevan wan gotinên pêşiya yên ko li ser babeta jinan [979 alakom_folklor] hatine gotin bi hêsanî bibînin, li ber destên wan bin, em piraniya van gotinên pêşiya angorî rêza alfabetê li jêr pêşkêşî xwendevanan dikin: [980 alakom_folklor] Avaya mala destê jinan e. [981 alakom_folklor] Avaya malê kevanî ye. [982 alakom_folklor] Axiriya diranê dêşe kişandin e, jina xirab berdan e. [983 alakom_folklor] Bihar e, qîzik çi har e. [984 alakom_folklor] Bav dimire, zar nizanin bavê wan miriye, dê dimire stoyê wan xar dibe. [985 alakom_folklor] Bayê gurkirî, jina virkirî, ji wanan tiştek dernayê. [986 alakom_folklor] Bavê bê qîz çiyayê bê av e. [987 alakom_folklor] Bavê pak mezelê wî ber derê qîzê ye. [988 alakom_folklor] Bedew gund tînin li ber çav. [989 alakom_folklor] Berê texte ya jinan bûye. [990 alakom_folklor] Berdana jinê edetê dinê. [991 alakom_folklor] Berê bûkê têkeve mala bavê wê - wê bi serserê xwe jî here. [992 alakom_folklor] Bextê dê cihêzê qîzê ye. [993 alakom_folklor] Bi xaziya dest nagihêje baqê keziyan. [994 alakom_folklor] Bila jin çê be, bira nav ordiya esker be. [995 alakom_folklor] Bila keç be, bira pîr be. [996 alakom_folklor] Bira kurek bibe, navê qîza lê daynin. [997 alakom_folklor] Bira li xêra birê bûna, jina birê mehir nedikir. [998 alakom_folklor] Bira meriv here ser sêwiya neçe ser hewiya. [999 alakom_folklor] Bira meriv ziyaretê xirav bike, navê qîzan xirav neke. [1000 alakom_folklor] Bira serî hebin, kum gelek in. [1001 alakom_folklor] Bira qîza bibin ser xençerê, nebin ser xeberê. [1002 alakom_folklor] Bûk bi dilê zavê ye. [1003 alakom_folklor] Bûk heye, kula xwesûya xwe ye. [1004 alakom_folklor] Bûk heye tifaqa malê xwey dike û bûk jî heye bela dike. [1005 alakom_folklor] Bûk li hespê ye, kes nizane nesîbî kê ye. [1006 alakom_folklor] Bûk li me şerm dike, rû digre, zik vedike. [1007 alakom_folklor] Bûk li hespê ye, kes nizane kesîbê kê ye. [1008 alakom_folklor] Bûk siyarê hespê ye, kes nizane qismetê kê ye. [1009 alakom_folklor] Bûk wisan mala bavê xwe hez dike, wekî îznê bidî wê pêxas jî here. [1010 alakom_folklor] Bûka apê kete kapê, bûka xalê delaliya malê. [1011 alakom_folklor] Bûka malê rewşa malê. [1012 alakom_folklor] Bûka malê raza qîz anî , gotin gunekarî ya xulam e. [1013 alakom_folklor] Bûka malê şuxil de xwe dixapîne, xortan re kefçî û kodika tîne. [1014 alakom_folklor] Bûka çê ye û xasî dê ye. [1015 alakom_folklor] Bûkek anî leze, da ga û peze, sivika malê dîsa eze. [1016 alakom_folklor] Bûkê tune zar û ziman, xwesûyê tune dîn û iman. [1017 alakom_folklor] Bûkê xala, delaliya mala. [1018 alakom_folklor] Bûkê xeniqandiye heft xasî, ji bilqîniya cêr tirsî. [1019 alakom_folklor] Bûme bûk, bûme pepûk. [1020 alakom_folklor] Çavê melle ser bûka cînara ye. [1021 alakom_folklor] Çiqa jina rind be, dîsa mêrî tol e. [1022 alakom_folklor] Damarî nabe dê û dak. [1023 alakom_folklor] Dayîk hate derda, xwedê rabû berda. [1024 alakom_folklor] Dê bû, lê bû dêmarî. [1025 alakom_folklor] Dayê bibîne, dotê bistîne. [1026 alakom_folklor] Dengê qîza zû diçe mala kura. [1027 alakom_folklor] Dê bibîne û qîzê bihebîne. [1028 alakom_folklor] Dê bû dêmarî, bav bû filê Kavarê. [1029 alakom_folklor] Dê çî ye, dot jî ew e. [1030 alakom_folklor] Dê, dotê şer kir, kêmaqila bawer kir. [1031 alakom_folklor] Dê hejandiye, dê mêjandiye. [1032 alakom_folklor] Dê ji bavê şirîntir e. [1033 alakom_folklor] Dê û law şer kir, bêaqila bawer kir. [1034 alakom_folklor] Dê tev bavê weke cote bask e. [1035 alakom_folklor] Dêlik ne bi ba be, kûçik nare cem. [1036 alakom_folklor] Dilê tirsonek sîngê gewr nabîne. [1037 alakom_folklor] Dilê wî baltûzê girtiye, meniya jina xwe digere. [1038 alakom_folklor] Dilê dê dotê jî hev dimîne. [1039 alakom_folklor] Eger ez bibim keç ez zanim ezê doxîna xwe çend cara girê bidim. [1040 alakom_folklor] Eva dil e ne savar e, parîkî lêdixe dibuhir e. [1041 alakom_folklor] Ew pîreke zemanî ye, gelek gilî bin wê de hene. [1042 alakom_folklor] Ez dibêm: xadimim, ew dibê: ji lawik û qîzikan çi xeber. [1043 alakom_folklor] Ga bide ga miriya, jin bide jinmiriya. [1044 alakom_folklor] Gerekê bûk bi dilê zavê be. [1045 alakom_folklor] Gotin »apo jina te kevir e«, got »ji minetê çêtir e«. [1046 alakom_folklor] Gula sûretê jinan, mêr e. [1047 alakom_folklor] Her kezîzerekê, simbêlsorek li ber e. [1048 alakom_folklor] Her kezîsorek, simbêlsorek li hembere. [1049 alakom_folklor] Heta dilê dê nekevê, qîzê nadê. [1050 alakom_folklor] Heta xanim xemilî, def û dewat kemilî. [1051 alakom_folklor] Jin bedewiya emir e. [1052 alakom_folklor] Jin çav li der e, mêr xalî li ser e. [1053 alakom_folklor] Jin dara şkestî ye. [1054 alakom_folklor] Jin dîwarê hundur e, mêr dîwarê derva ne. [1055 alakom_folklor] Jin dibê bira bextê min hebe, bira çavekî min tune be. [1056 alakom_folklor] Jin dikare jina rê dagerîne, mêr nikare jina rê dagerîne. [1057 alakom_folklor] Jin dikare mêra mîna destmala ser destê xwe bigerîne. [1058 alakom_folklor] Jin dike malavayî. [1059 alakom_folklor] Jin dimire, mêr serbirî dibe. [1060 alakom_folklor] Jin dinê de tu tiştî dizîva cem xwe xweyî nake, xenjî dilketiyê xwe. [1061 alakom_folklor] Jin gol e, mêr çem e. [1062 alakom_folklor] Jin ew e, zarê xwe xweyî ke. [1063 alakom_folklor] Jin hene, beranberî sed mêrî ne. [1064 alakom_folklor] Jin heye gula mêrê xwe ye, jin heye kula mêrê xwe ye. [1065 alakom_folklor] Jin heye, ji mêran zêde ye. [1066 alakom_folklor] Jin heye bira ye, jin heye birabir e. [1067 alakom_folklor] Jin heye, zeviya ber gund e. [1068 alakom_folklor] Jin jî hene, jan jî hene, merhema dila jî hene. [1069 alakom_folklor] Jin jî heye, jinkok jî heye. [1070 alakom_folklor] Jin jin gotî, mêr mêr gotî. [1071 alakom_folklor] Jin kela mêra ye. [1072 alakom_folklor] Jin kaniya jîyînê ye. [1073 alakom_folklor] Jin kela ye, mêr girtî. [1074 alakom_folklor] Jin ko heye nola marê nîvkuştî ye. [1075 alakom_folklor] Jin ko hez bike dikare kevir qûl bike. [1076 alakom_folklor] Jin mêr rûspî dike. [1077 alakom_folklor] Jin mêr takî ne. [1078 alakom_folklor] Jin mêra natirse wekî şerma wê tune be. [1079 alakom_folklor] Jin ser jinê re heye. [1080 alakom_folklor] Jin stûna malê ye. [1081 alakom_folklor] Jin şûrê pişta mêrê xwe ye. [1082 alakom_folklor] Jin û mêr, tevr û bêr. [1083 alakom_folklor] Jina başbêmene, birê mêrê xwe ye. [1084 alakom_folklor] Jin tenê xwe şerm dike, kesekî şerm nake. [1085 alakom_folklor] Jin û mêr ne fînoyê sor in, hero serê yekî bin. [1086 alakom_folklor] Jina başji hezar mêrên xirab çêtir e. [1087 alakom_folklor] Jina baş sebir e. [1088 alakom_folklor] Jina bedew bela seriyan e. [1089 alakom_folklor] Jina bêxwedî har dibe, mêrê bêxwedî jar dibe. [1090 alakom_folklor] Jina bêxweyî şerm nake. [1091 alakom_folklor] Jina bê zar dilê wê naşewite malê. [1092 alakom_folklor] Jina bî nakeve tu mala. [1093 alakom_folklor] Jina bî zef jê tê xeberdan. [1094 alakom_folklor] Jina bî mîna meha Adarê ye, geh digrî, geh dikene. [1095 alakom_folklor] Jina bî dest ber rû ye. [1096 alakom_folklor] Jina çê mêr radike. [1097 alakom_folklor] Jina çê meriva dike wezîr, jina xirab meriva dike rezîl. [1098 alakom_folklor] Jina du dotan, dide xwe du lotan, ne li vir ne jî li Cizîra Botan. [1099 alakom_folklor] Jina kê baş e, mala wan timê dewat e. [1100 alakom_folklor] Jina kudkudo nekeve destê dijminê min. [1101 alakom_folklor] Jina kotî mêrê baş kotî dike.Jina baş mêrê kotî baş dike. [1102 alakom_folklor] Jina mêr be, dibê: dûrî min here hespê min texe. [1103 alakom_folklor] Jina nedelal çavê mirovan diêşîne, jina delal dilê mirovan diêjîne. [1104 alakom_folklor] Jina paşîn mîna pînê berovajî ye. [1105 alakom_folklor] Jina xirab, ne tê kuştin, ne jî tê berdan. [1106 alakom_folklor] Jina şermîn bi milletekî, mêrê şermîn bi kirasekî. [1107 alakom_folklor] Jina qenc seyd e, ya xirab qeyd e. [1108 alakom_folklor] Jina te kîderê, tu jî ji wê derê. [1109 alakom_folklor] Jina xirab bênamûsiya komê ye. [1110 alakom_folklor] Jina xelkê ramûsanek, hespê xelqê meyîdanek. [1111 alakom_folklor] Jina wî jin e, loma mala wî rengîn e. [1112 alakom_folklor] Jina zû radizê, mêrê xwe zû kal dike. [1113 alakom_folklor] Jinê bira meriva dikin şîva gura. [1114 alakom_folklor] Jinê bira nola gura. [1115 alakom_folklor] Jinê dil kir dîwar qûl kir. [1116 alakom_folklor] Jinê dil kir mêrê xwe sil kir. [1117 alakom_folklor] Jinê go: Bira ez jina mêrê çê bûma, bira ez rojekê rûyê dinê bûma. [1118 alakom_folklor] Jintiya hevra kire bilebil, bira hevra bûne derd û kul. [1119 alakom_folklor] Kebanî timê bê par in. [1120 alakom_folklor] Kebanî ya melûn e yan mehrûm e. [1121 alakom_folklor] Keç hefsar nabe. [1122 alakom_folklor] Keça mîran bi qelendê gavanan nayê. [1123 alakom_folklor] Keçik wek sêva darê ye, herkes kevira davêjê, kî bêxe wî re ye. [1124 alakom_folklor] Keçik ziyaret e. [1125 alakom_folklor] Kî hêviya yarê maye, bê jin maye. [1126 alakom_folklor] Kulfet diçe xûn, xûnê safî dibe. [1127 alakom_folklor] Kulfet şurê dudev e li pişta mêr. [1128 alakom_folklor] Kulfet ko heye parsûyê xar e. [1129 alakom_folklor] Kulfet neynika malê ye. [1130 alakom_folklor] Kulfet heye sed mêrî zêde ye. [1131 alakom_folklor] Kulfet heye ceh dike genim, kulfet heye genim dike ceh. [1132 alakom_folklor] Kulfeta bêesil pêşa xwe davê li ser serê xwe. [1133 alakom_folklor] Kulfeta bî durû ye. [1134 alakom_folklor] Kulfeta çê be, mêr jî pê re çê dibe. [1135 alakom_folklor] Kulfeta destdirêj timê, rûreşe. [1136 alakom_folklor] Kur darê bavê hiltîne, qîz teşiya dayê hiltîne. [1137 alakom_folklor] Kulfeta dizî kir, wê bê berdanê. [1138 alakom_folklor] Kulfeta eslê wê cî, tî be an birçî, bikujî cîkî de naçî kulfeta xirab mêran serberjêr dike. [1139 alakom_folklor] Kur li bavan diçin, qîz li diyan diçin. [1140 alakom_folklor] Kurd ji gişka zeftir jina xwe, hespa xwe xwe û çeka xwe hez dike. [1141 alakom_folklor] Li jina xwe hêcetê dibêjît: Tu çima qûna xwe li ber bêjingêra dihejînî. [1142 alakom_folklor] Mal têr e, kebanî şêr e. [1143 alakom_folklor] Mala bê jin mîna aşê xirabe ye. [1144 alakom_folklor] Mala mêrê jinê wekî xezne be jî, dîsa çavê wê mala bavê ye. [1145 alakom_folklor] Mala ko jin nexwaşe, derê xwe kilît e. [1146 alakom_folklor] Malê de tune arvanok, navê jinê dînanok. [1147 alakom_folklor] Memikê qîza zeynet in, kelaxê pîrê robet in. [1148 alakom_folklor] Mêrê kurmanc gava têr xar ya mirovan dikuje, ya jinekê direvîne. [1149 alakom_folklor] Merîkî xirab e, ewî çiçikê diya xwe gestiye. [1150 alakom_folklor] Meriv ser xîret û namûsa xwe dimire. [1151 alakom_folklor] Mêr jî hemû ne yek in, jin jî hemû ne yek in. [1152 alakom_folklor] Mêr û jin hevra rik, xirab dibe ew malik. [1153 alakom_folklor] Mêr kanî be, jin lîç e. [1154 alakom_folklor] Mêra xwe avîtin kewara, jin şandin hewara. [1155 alakom_folklor] Mêrê başjina wî xurt e. [1156 alakom_folklor] Mêrê du jina durû ye. [1157 alakom_folklor] Mêrê Kurmanc boy namûsê kevçî av de dixeniqe. [1158 alakom_folklor] Mêrî du jinik hêsîr e. [1159 alakom_folklor] Mêrik li jina xwe meniyan bû, digot gava hevîr dikî qûna xwe dihejînî. [1160 alakom_folklor] Mirikê xirab, çiçikê diya xwe geztiye. [1161 alakom_folklor] Namûsa jinê çeka mêr e. [1162 alakom_folklor] Namûsa mêr jin xweyî dike. [1163 alakom_folklor] Ne jina belaş, ne xulamê be meaş, ne erdê kaş. [1164 alakom_folklor] Ne jina kenokî, ne mêrê şermokî. [1165 alakom_folklor] Parsûya jinê xar e, loma îtîbara wê tune. [1166 alakom_folklor] Pîr bi ganekî nabe qehbik. [1167 alakom_folklor] Pîrê bawer ne dikir mêr ke, ko mêr kir dewa heftek û heştekan kir. [1168 alakom_folklor] Qîz ewledê xelqê ye. [1169 alakom_folklor] Qîz çira xelqê ye. [1170 alakom_folklor] Qîz hene heft kura nadin. [1171 alakom_folklor] Qîz ko heye dara rez e, hatî û çûyî kewtiyê xwe davêjê. [1172 alakom_folklor] Qîz mêvanê malê ye. [1173 alakom_folklor] Qîz zebeşê gihiştî ye. [1174 alakom_folklor] Qîza bêqelend zimandirêj e. [1175 alakom_folklor] Qîza filankesê xûna mêrekî ye. [1176 alakom_folklor] Qîzek nazand û gundek bezand. [1177 alakom_folklor] Qîzê kê hene, ew padşa ne. [1178 alakom_folklor] Qîzê dil kir, tas avît, dîwar qûl kir. [1179 alakom_folklor] Qîztî çiqayî xweşe, bûktî gula geşe, wexta dikeve ber darê dergûşê, per û baskê wê diweşe. [1180 alakom_folklor] Reva jinê edetê dinê. [1181 alakom_folklor] Rewşê jinan kofî ye. [1182 alakom_folklor] Rewşê qîza kezîn e. [1183 alakom_folklor] Ro çû dîza, bû fitara qîza. [1184 alakom_folklor] Şêr şêr e, çi jin çi mêr e. [1185 alakom_folklor] Şerê kûçikan li ser dêlan in. [1186 alakom_folklor] şêwra jina bêriya bizina. [1187 alakom_folklor] Usa milahîm e, mîna qîza kezî. [1188 alakom_folklor] Xew nema li piçûka, fedî nema li bûkan. [1189 alakom_folklor] Yekî jina xwe berdabû, digot were bibe yara min. [1190 alakom_folklor] Yê jinê berde li paniyê nanêre. [1191 alakom_folklor] Wextê dê dimire, destê wê jêkin, pê êtîma bikutin. [1192 alakom_folklor] Zar ya dê ye, ne ya bavê ye. [1193 alakom_folklor] Zarok ji bavê de êtîm namînin, ji dê de êtîm dimînin. [1194 alakom_folklor] Zaro li ser milê dê mezin dibe. [1195 alakom_folklor] Zilam hertim dixwaze, lê herim nikare. [1196 alakom_folklor] Pîrek herim dikare, lê hertim naxwaze. [1197 alakom_folklor] Di destanên (beyt, serpêhatî) kurdî de gelek realîteyên jîyînê hene. [1198 alakom_folklor] Jîyîn timê dikele û jîndariya van berheman me gelekî ronî dikin, şemal û tîrêjên berfireh belav dikin. [1199 alakom_folklor] Ji bo ko dinya me hîn jî xweşiktir bibe, me di nav ronahîke mezin de dihêlin û mesajên gelek xurt dighînin me. [1200 alakom_folklor] Di rojên teng de tên hawariya me mirovan, ji me re dikarin bibin referansên pir giranbiha. [1201 alakom_folklor] Ji bo ronîhîkirina cihê jinan di civata kurd de, ev destanan gelek rênîşandar in. [1202 alakom_folklor] Çawa em ê paşê jî bibînin cure cure materiyal folklorîk û edebî pêşkêşî me dikin. [1203 alakom_folklor] Dema mirov destanên kurdî baş analîz dike û tê de kûr dibe, di nav van destan, serpêhatiyên nav û deng de em rastî serdestîke jinan tên. [1204 alakom_folklor] Jin di van berheman de xwedî erk û berpirsiyar in, hevsazî û pêşketina bûyerên van destanan de roleke mezin dilîzin. [1205 alakom_folklor] Ew, timê li dijî neheqî û bêdadiyê radiwestin, ber xwe didin. [1206 alakom_folklor] Di van destanan de tekoşîneke jinan heye. [1207 alakom_folklor] Jinan bi xwîna xwe ve be jî, di dinya van destanan de ji xwe re textek ava kirine. [1208 alakom_folklor] Ji bo bicihanîna daxwazî, hêvî û xewnerojên xwe timê ya xwe kirine. [1209 alakom_folklor] Bêdilî, dudilî an jî bêgavî di biryarên wan de kêm tê dîtin. [1210 alakom_folklor] Ew di vî warî de gelek serhişk in û gelek caran ji bo dilketiyê xwe dimrin, canê xwe didin. [1211 alakom_folklor] Ji ber vê yekê jî, di van destanan de em rastî tradejiyên mezin tên. [1212 alakom_folklor] Di destanên kurdî de reng û tehrê bûyerên bingehî, çawa em dibînin bi destê wan diguhirin an jî ew bi xwe dibin bayisê bûyerên giring. [1213 alakom_folklor] Di pêkanîna avahiya bûyerên destanê de û di warê zelalbûna mesaja van berheman de, em dikarin bêjin ko mêrxasên jinîn roleke berbiçav dilîzin. [1214 alakom_folklor] Hemû şax û guhartinokên van destanan de, jin di rêke rast û qenc de dimejin. [1215 alakom_folklor] Him ji bo azadiya xwe (emancipation), him ji bo azadiya welatê xwe, him jî bona mafên mirovî, çawa em dibînin ew xwe davêjin nav agirên mezin. [1216 alakom_folklor] Dema mirov hemû van destanan û şaxên wan rûberî hev dike, hemberî hev dike, mirov dibîne ko gelek babetên hevpar û hevreng di naveroka wan de hene. [1217 alakom_folklor] Gelek caran mêrxasên jinîn, mêrxasên mêrîn dixin bin bandûr û kontrola xwe, mêran ji xirabiyê, ji rojên reş diparêzin û riyên rast nîşanî wan didin. [1218 alakom_folklor] Heta niha rûberîhevkirina destanên kurdî zêde nehatine pêkanîn. [1219 alakom_folklor] Ne tenê rûberîhevkirina wan, ev berheman îro çawa em dibînîn hê nehatine berev kirin, derbasî li ser kaxiz jî nebûne. [1220 alakom_folklor] Ji ber van dijwariyan, imkan û mecala li ser van berheman kar kirin, lêkolîn çêkirin jî bêguman jar û qels dikeve an jî pêk nayên. [1221 alakom_folklor] Dema mirov van berheman rûberî hev dike, mirov rastî zaniyarî, agahdarî û encamên gelek giranbiha tê. [1222 alakom_folklor] Ji ber ko ev hezaran sal e, ev berheman li ser zar û zimanê gel digerin, gel jî bawerî, gotin û ceribandinên xwe yên bi salan tevî van berheman kirine, ew dewlemend kirine, tehr û rengekî nû dane wan. [1223 alakom_folklor] Di dawiyê de ev berheman bûne dewlemendîke folklorîk. [1224 alakom_folklor] Di vê lêkolîna xwe de em dixwazin qasî destanên kurdî û serpêhatiyên gel yên navdar rûberî hev bikin û di naveroka van berheman de tenê cihê jinan, serdestiya wan, rol û berpirsiyariya wan tespît bikin û xwe bigihînên çend nêrîn û baweriyên hevpar û giştî. [1225 alakom_folklor] Motîva jinan, evîn û zewac û mêranînê di folklora kurdî de motîveke gelek xurt û fireh e. [1226 alakom_folklor] Le belê di vê lêkolîna xwe de zêdetir em dixwazin li ser destan û serpêhatiyên gel, beytên kurdî bisekinin. [1227 alakom_folklor] Berhemên ko li ser babeta jinan agahdarî û zaniyariyên balkêş tê de hene, di nav folklora kurdî gelek in. [1228 alakom_folklor] Di van destanan de babeta jinan babeteke bingehî e: Memê Alan û Zîna Zêdan, Siyabend û Xecê, Ker û Kulik, Binefşa Narîn û Cembeliyê Hekkarê, Mem û Eyşê, Zembîlfiroş, Sêva Hecî, Menşa Eliyê Selim Axa, Kela Dimdimê, Filîtê Quto, Bişarê Çeto, Saliho... Ji der van destanan çend destanên mayî jî, bi taybetî din av kurdên Îranê de belav bûne, paşê hatine berev kirin, gelekî balkêj in, wek Ferx û Xatun Astî, Şor Mehmûd û Merzingan, Mehr û Wefa, Behram û Gulendam... Lêkolînvanê elmanî Oskar Mann, cara pêşîn bi firehî çend destanên kurdî him berev kirin, him jî ew wergerandin zimanê almanî, wek du pirtûk çap kirin, wek Laz û Xezal, Nasir û Malmal, Qer û Gulîzer. [1229 alakom_folklor] Çend destanên heta niha neberevkirî weşandin. [1230 alakom_folklor] Bêguman gelek destan û serpêhatiyên gel yên mayî jî hene ko dikarin di vê babetê de alîkariya me bikin û me ronî bikin. [1231 alakom_folklor] Bi taybetî çend destanên ko di nav gelên rohilatê de belav bûne, wek Leyla û Mecnûn , Usif û Zelêxe û Rustemê Zal gelek destan hatine ketine zimanê kurdî. [1232 alakom_folklor] Ji der şaxên destanên kurdî, çawa em dibînin çend şaxên van destanan yên edebî jî, paşê ji aliyê nivîskarên kurd de hatine amade kirin. [1233 alakom_folklor] Rûberîhevkirina şaxên folklorîk û edebî jî angorî her destanekê dewlemedî û rengînîkê pêşkêşî me dikin. [1234 alakom_folklor] Ji aliyê din çend destanên ko di zimanê kurdî de zêde belav nebûne, ji aliyê kurdan de hatine wergerandin, jîyîna folklorîk û edebî di nav kurdan de ji bêtamî û rijîtiyê hatiye parastinê, wek destana Ferhat û Şirîn... Angorî çend serkaniyan vê destanê, Ferhat bi xwe ji malbateke kurdî hatiye. [1235 alakom_folklor] Lê destan bi xwe gelo di nav kurdan de çima ewqas belav nebûye? [1236 alakom_folklor] Bersîva vê pirsê jî gelek balkêş e. [1237 alakom_folklor] Dengbêj û destanbêjên kurd, gelek destanên rohilatê bi motîvên kurdî ve dewlemend kirine, xemilandine, li gelek cihên Kurdistanê şaxên van destanan peyda bûne. [1238 alakom_folklor] Ji van destanan û şaxên wan beşek hatiye berev kirin, êdî bûne kerîkî edebiyata kurdî ya anonîm. [1239 alakom_folklor] Lê belê vê lêkolîna me ya bi sînorkirî, wek xebat, armanceke wisan fireh nedaye pêşiya xwe, ji bo ko hemû destanên kurdî yên naskirî şaxên wan yên folklorîk û edebî pêşkêşbike, rûberî hev bike. [1240 alakom_folklor] Ev xebata me di vî warî de tenê gavek e, bêguman gaveke pêşîn û piçûk e, ji kurtenotan pêk tê, divê gavên mayî bên pêkol kirin. [1241 alakom_folklor] Ji ber ko lêkolînên li ser destanên kurdî, ne tenê problematîka folklora kurdî, wisan jî dikarin gelek pirsên, edebî, civakî, etnografîk, dîrokî ronî bikin, sînorên van warên lêgerînan nêzîkî hev bikin. [1242 alakom_folklor] Di destanên kurdî de struktura bingehî – dijayetiya sêserî [1243 alakom_folklor] Destanên kurdî de babeta ko bala me zêdetir dikşîne li ser xwe, ev serpêhatiyên evîndariyê yên romantîk in ko li ser sînorên mirin û kuştinê şax vedidin. [1244 alakom_folklor] Piraniya wan bi bûyerên rûsar, xemgîn û nedilşa ve xelas dibin. [1245 alakom_folklor] Beşên van berheman yên fînalê, encamê gelek dramatîk in. [1246 alakom_folklor] Bayîs û sedemên pêşketina van bûyeran, bi baweriya me, di nav van destanan de peydabûna rekabeta destxistina jinê ye. [1247 alakom_folklor] Bi taybetî du mêr (dilketî) dibine evîndarê keçekê, bi keçikê ve dibin sê kesan, ev pêwendiyên sêserî û sêber demek tê, êdî her diçin berbi xirabiyê dimeşin. [1248 alakom_folklor] Ji van hersê kesan re tu rêke xelasiyê namîne. [1249 alakom_folklor] Ji herdu raqîbên mêrîn yek tu gavekê şunda navêje. [1250 alakom_folklor] Hebûna yekî tunebûna yê mayî bi xwe re tîne. [1251 alakom_folklor] Carcar him jin, hem jî dilketiyê yekemîn di vî şerê sêserî û sêber de tên kuştin an jî, ji qehra dijwariyên mayî can didin, dimrin. [1252 alakom_folklor] Raqîbê duwemîn çawa em dibînin, pêwist nîne dilketîk be, carcar jî ew dê û bav, ap an jî hêzên mayî in. [1253 alakom_folklor] Ew nigê dilketiyê yekemîn û jinan dixine soleke teng, dijwarî û serêşiyên mezin peyda dikin. [1254 alakom_folklor] Ji bo ko du dil nebin yek, gelek caran jî xwîn dirije an jî dilketîk ji ber êş û jana dilan dimire. [1255 alakom_folklor] Di destanên kurdî de bêguman gelek strukturên mayî jî hene. [1256 alakom_folklor] Lê belê struktura here balkêş struktura dramên sêserî an jî sêber in. [1257 alakom_folklor] Di dawiya destanên kurdî de, evîna du dilan gelek caran dibe sergêjî û serêşîke mezin. [1258 alakom_folklor] Ji bo çareserkirina van serêşiyan çawa em dibînin mêrxasên van destanan canê xwe didin, dibin gorî, di nav van goriyan de hejmara jinan zêdetir e. [1259 alakom_folklor] Ji ber ko ew di bin zordestîke mezin de ne. [1260 alakom_folklor] Di navbera du avan de dimînin, nizanin çi bikin û dihelin diçin. [1261 alakom_folklor] Ew, mirinê wek riyeke xelasiyê hildijbêrin. [1262 alakom_folklor] Di destana şêx Ferx û Xatûn Astî de her çiqas motîvên pro-jin hebin jî, bi taybetî mirina Astiyê, vê struktura pêwendiyên dilketiyan gelek vekirî nîşan dide, bi taybetî beşa dawiyê. [1263 alakom_folklor] Dema Ferx û Astî mezin dibin, dilê wan dikeve hev, çawa em ji destanê fêr dibin, ew gelek ji hev hez dikin. [1264 alakom_folklor] Dilê yekî bi navê Uso jî dikeve Astiyê, ew hertim li pey Astiyê ye. [1265 alakom_folklor] Du xuşkên Astiyê jî hebûne, navê wan Naz û Nazdar in. [1266 alakom_folklor] Rojekê ev hersê xuşk û Ferx bi tevayî diçin hewz, avjenî dikin, xwe rût û tazî dikin dikevine avê. [1267 alakom_folklor] Ji ber ko Ferx avjenî nizanibûye, ew li qiraxa hewz disekine, li wan mêze dike. [1268 alakom_folklor] Piştî demekê bavê Astiyê, ji keça xwe dipirse wekî ew dixwaze mêr bike an na, eger dixwaze, bi kê re? [1269 alakom_folklor] Keça wî her çiqas dibêje ez mêr nakim jî, paşê bav jê derdixe ko dilê wê di Ferx de heye, dibêje »evîn ji xwedê ye« û keça xwe dide Ferx. [1270 alakom_folklor] Paşê Ferx diçe Bexdayê, demeke dirêj li wir dimîne, Astî ji derdê Ferx ker û gêj dibe. [1271 alakom_folklor] Rewşa bavê jî xirab dibe, ji ber neçariyê mecbûr dimîne keça xwe Astiyê dide şivanê xwe, navê wî Şaxol bûye. [1272 alakom_folklor] Ferx bi alîkariya qulingan bi Astiyê re deng dike, jê re naman dişîne. [1273 alakom_folklor] Ji derdê dilan, Astî nexwaş dikeve. [1274 alakom_folklor] Piştî demekê jî dimire, wek destana Leyla û Mecnûn ew kincên Leylayê xwe dike û xwe reş girê dide. [1275 alakom_folklor] Paşê Ferx vedigere, berî ko bê cihê mala bavê Astiyê, ew rastî şivanekî tê, ew şivan Şaxol bûye, şivanê ko Astî bêdil girtine danê. [1276 alakom_folklor] Paşê Ferx ji vî şivanî fêr dibe ko, Astiyê can daye, çûye dilovaniya xwe. [1277 alakom_folklor] Destan, bi vê xebera tirşû tal ve xelas dibe, êdî em pê nizanin çi tê serê Ferx? [1278 alakom_folklor] Piştî mirina Leylayê çawa Mecnûn jî dimire, sedî-sed dinya Ferx jî serobino dibe. [1279 alakom_folklor] Kes Astiyê nakuje, ew bi xwe can dide. [1280 alakom_folklor] Lê belê dema mirov rewşa Astî di nav de maye, mêze dike, wê çaxê mirov dibîne ko ew nemiriye, derdê dilan ew kuştiye, ew hatiye kuştinê. [1281 alakom_folklor] Ji ber ko berî nexwaş bikeve, can bide, ew bi xwe re şer dike, bi mercên dorberê xwe ve şer dike, berxwe dide, êdî dora wê ewqas teng dibe, dinya wê tarî dibe, tu rêke xelasiyê namîne, nikare ji êşa dilan bifilite. [1282 alakom_folklor] Ji ber vê yekê jî mirov nikare bibêje Astî miriye, bi rastî Astî hatiye kuştinê. [1283 alakom_folklor] Bi vê perspektîfê, bi vê nêrînê ve mirov rewşa ko jin di nav de nin, çêtir û baştir fam dike. [1284 alakom_folklor] Tiştê herî balkêş, di nav vî şerê sêserî û dijwariyên mezin de çawa em dibînin jinên kurd dîsa jî ya xwe dikin, mirin jî tev hemû rîsk û telukeyan didin ber çavan. [1285 alakom_folklor] Ji bo ko bigihêjin bext û mirazên xwe, ew her riyên xelasiyê diceribînin, baweriya xwe winda nakin, dilketiyê diwemîn, dê û bavê xwe, apên xwe û hemû hêzên mayî yên ko li pêşberî dilşahiya wan dibin asteng, davêjin alîkî û riya xwe de dimejin. [1286 alakom_folklor] Ev babeta, di tekoşîna xelasiya jinan de wek gaveke giring dikare bê hesibîn. [1287 alakom_folklor] Di hemû destanên kurdî de ev tekoşîna azadiyê, wek mesajên protestoyê û wek rûreşkirina erf û edetên kevn, li dijî hêzên feodal, hêzên zordar bi rastî hêjayî peydaniyê ye. [1288 alakom_folklor] Di destanên kurdî, di serpêhatiyên kurdî de, beşeke problematîka xelasiya jinan jî, rev e, ne reva bi zorê, reva ji du dilan pêkhatî. [1289 alakom_folklor] Dema keç ji xelasiya xwe re rêkê nabîne, vê carê bi dilketiyê xwe re direve, bi gotineke mayî hev direvînin, dema mirov li ser vê struktura xelasiyê difikire, mirov dibîneke ko rev ji alîkî de protestokirina pêwendiyên nemirovî û paş damayî ye, kakilê tekoşîna xelasiya jinê ye. [1290 alakom_folklor] Ji ber vê yekê jî her revek, di nav van mercan û rewşê de riya xelasiya jinan fireh dike, riya zewacên bêdil dixitimîne, zihniyetên paşverû dirizîne, diqelêşe û pûş dike. [1291 alakom_folklor] Her çiqas di dawiya revê de serêşiyên nû peyda bibin jî, di vî warî de gava here çêtir rev e. [1292 alakom_folklor] Ji ber ko tu rêke mayî namîne, dora cotan tê girtinê, çembera zordestiyê her diçe teng dibe. [1293 alakom_folklor] Di çend serpêhatiyan de çawa em dibînin êdî roj, roja revê ye. [1294 alakom_folklor] Di serpêhatiya Hesenê Mûsa de rojên revê nêzîk dibin, nefreta li dijî bav her diçe zêde dibe: [1295 alakom_folklor] Wele bi xwedê min didinê û min nadinê [1296 alakom_folklor] Min nadinê ezê kincê xwe bişînim [1297 alakom_folklor] Ser boyaxê reşkirinê, [1298 alakom_folklor] Ezê mara mêra piştî çavê reş û belek, [1299 alakom_folklor] Li xwe heram kim li darê dinê. [1300 alakom_folklor] De hey wax, mala minê. [1301 alakom_folklor] Sola torinê mala Mûsa qetiya ji çûyînê, ji hatinê. [1302 alakom_folklor] Cilê mala bavê min qetiyan ji danînê, ji raxistinê, [1303 alakom_folklor] Guhê dêka min qul kirin bi galgalê, bi gotinê... [1304 alakom_folklor] Ev berxwedana vê keça bi navê Hedo, gaveke gelek radîkal dikare bê hesibîn. [1305 alakom_folklor] Hesen kesekî xerîb bûye, diçe gundê mala Qaso cîwar dibe û dilê wî dikeve keça wî Hedo. [1306 alakom_folklor] Ji ber ko kesekî xizan û kesîb e, keçikê nadinê, paşê bi hevra direvin û çîrok her diçe dirêj dibe. [1307 alakom_folklor] Di her destan, her serpêhatîke kurdî de nefreteke mezin li dijî zewacên bêdil heye. [1308 alakom_folklor] Di stranekê de ev hêrs û rik dighêje xizemên poza, wan dilivînin, keç naxwaze wê bidin van kesên li mala wan berevbûyî, hatine xazgînî: [1309 alakom_folklor] Xwazgînçiyê li mala bavê min rûniştî [1310 alakom_folklor] Qelendê min digot, xelatê min dibirî [1311 alakom_folklor] Xizemê bozê min mîna çerxa felekê li hev dizvirî. [1312 alakom_folklor] Dema mirov destana Memê Alan û Zîna Zêdan (Mem û Zîn) mêze dike, tiştê bala mirovan zêdetir dikşîne ser xwe, bêguman pirsa azadiya jinan e. [1313 alakom_folklor] Zîn, di vê destanê de nîşana azadiyê ye. [1314 alakom_folklor] Ev keça kurd, ji bo ko bigihêje mirazê xwe, li dijî birayê xwe – mîrê Cizîra Botan, fend û fêl, dek û dolavên Bekoyê Eyan bi xurtî radiweste, van pêwendiyên nemirovî bi mirina xwe ve protesto dike. [1315 alakom_folklor] Ev serhildana keçekê li dijî mîrekî karekî ewqas piçûk û hêsa nîne. [1316 alakom_folklor] Dîsa jî ew ya xwe dike, ji bo evînê ker û gêj dibe. [1317 alakom_folklor] Di dawiya destanê de çawa em dibînin, ew vê dinyayê protesto dike û jê bar dike, can dide. [1318 alakom_folklor] Di destana Mem û Zîn de tiştekî balkêş yê mayî jî, dema Mem diçe dîtina Zînê, dibe mêvanê hersê biran (Hesen, Çeko, Qeretacîn), ev biran ewqas bînteng û aciz nabin, çawa tê zanîn Zîn dergistiya birayê piçûk, Çeko ye, ew sê sal in dergistî ne. [1319 alakom_folklor] Dema Mem qutiya dilê xwe vedike, qala Zînê dike, di vê malê de em rastî tu serhişkî, nerazîbûn, dexesî (hesûdî) û serhişkîkê nayên. [1320 alakom_folklor] Di vê beşê destanê de tolerans, nermayê û hevtêgihiştineke bêhempa peyda dibe, serî şkandin, çav derxistin, boz jê kirin nayê bîra tu kesî, her tişt bi hemdî xwe dimeşe. [1321 alakom_folklor] Çeko jî tev, ev hersê biran naxwazin serêşiyên mezin peyda bibin (her çiqas Zîn dergistiya wî be jî). [1322 alakom_folklor] Ez bawer dikim, di dawiyê de Çeko jî têdighê, wekî dema Zîn yekî dinê dixwaze, wê çaxê tiştekî mirov bike êdî nemaye, ew wisan difikire. [1323 alakom_folklor] Ji aliyê din ev hersê bira jî derbarê Mem de dighêjin bawerîkê: »...ji bo evînekê welatê xwe berdaya«. [1324 alakom_folklor] Ew xortê ko ji Yemenê rê dikeve dilezîne, hespê xwe çargava dajo, wekî zûtirekê dilketiya bibîne, tempoya jîyînê di destanê de ji yekten bilind dike. [1325 alakom_folklor] Ew naxwaze agirê evînê vemire, dixwaze vî agirî bike agirekî herdemî di jîyîna keç û xortan de. [1326 alakom_folklor] Ji ber van rastiyan ev hersê bira jî, bi çavekî fîlozofîk hêjabûna evînê dipîvin, dinirxînin û evînê li ser her tiştî re dibînin. [1327 alakom_folklor] Ev hersê biran angorî van realîtan pêwendiyên xwe bi Mem ji nû ve careke din berçav û serast dikin. [1328 alakom_folklor] Ji aliyê din jina birayê mezin Hesen, ew jina bi navê Stî hemû imkanan ji Mem re amade dike. [1329 alakom_folklor] Hesen, Mem dibe »hêla jinan«, nasiya wî û jinan dide hev. [1330 alakom_folklor] Di destanê de rola Stiyê tim û tim qenc û pozîtîf e. [1331 alakom_folklor] Hesen û jina wî dixwazin ji hevevîniya van herdu dilketiyan re bibin alîkar û tu alternaîfeke mayî nabînin. [1332 alakom_folklor] Di vê beşê destanê de hurmeteke mezin ji bo jinan peyda dibe. [1333 alakom_folklor] Dema Zîn biryarê xwe diguhirîne – Çeko berdide, dilê wê dikeve Mem – ev biryara dijayetîkê di nav vê malbatê de peyda nake. [1334 alakom_folklor] Hemû ev yekan nîşan didin ko, wê demê gotin »gotina jinan« bûye. [1335 alakom_folklor] Di destanên kurdî de gelek caran em rastî rêça rûçik û sûretên civata maderşahî – civata ko bandûra dayîkan û jinan lê zêde ye – tên. [1336 alakom_folklor] Di çend destanan de serdestiya jinan zêdetir e. [1337 alakom_folklor] Ew xwe nadin hincirandin, êşandin û zêrandinê. [1338 alakom_folklor] Ew di her wargê jîyînê de xwedî maf in, serbest in. [1339 alakom_folklor] Di destana Laz û Xezal de, em rastî civateke wisan tên li wir jin hakim in. [1340 alakom_folklor] Xanzad, piştî mirina bavê xwe dibe seroka eşîra Balekiya. [1341 alakom_folklor] Hejmara malbatên vê eşîrê hezar hefsed bûye û hemû rêvabirina karên eşîrê dikeve li ser milên wê. [1342 alakom_folklor] Ev yeka jî nîşan dide ko di salê gelek kevn de serdestîke jinan hebûye. [1343 alakom_folklor] Di destana Laz û Xezal de strukturekî pêwendiyên cida peyda dibe. [1344 alakom_folklor] Vê carê du keç (Xanzad û Xezal) dibin evîndarê Laz. [1345 alakom_folklor] Ji der pevçûna ser keçan, ve carê em rastî pevçûn an jî rekabeteke li ser xortan tên. [1346 alakom_folklor] Herdu keç jî bi aktîfî tevî vê rekabetê dibin, giranî û bandûra xwe nîşan didin. [1347 alakom_folklor] Ji ber vê yekî jî, ev destana ji destanên kurdî yên mayî parîkî cidatir e. [1348 alakom_folklor] Laz û Xanzad kurap û dotmamên hev in, nîşaniya wan dibe, piştî mirina bavên Laz û Xanzadê, rêvabirina karên malbatên eşîra wan dikeve li ser milê Xanzadê (nîşaniya Laz). [1349 alakom_folklor] Ji ber ko Laz vê nîşaniya xwe ber dide, vê carê dibe evîndarê keçeke ji eşîreke mayî, navê wê Xezal e. [1350 alakom_folklor] Dilê wan gelekî dikeve hev, nazewicin, lê bi hevra radizên, bi hevra dimînin. [1351 alakom_folklor] Di navbera van herdu keçan de bivê-nevê dilsarîk peyda dibe. [1352 alakom_folklor] Lê belê herdu jî heta mirina Laz pêwendiyên xwe, silavên xwe ji wî qût nakin. [1353 alakom_folklor] Ev ev herdu keç her çiqas ji hev sar bûne, dijî hev in û [1354 alakom_folklor] naxwazin Laz ji destê xwe derxin jî, dîsa jî roja mirina Laz, di şîna wî de beşdar dibin, bi tevayî wî hildidin, dikine gorê. [1355 alakom_folklor] Paşê Xanzad lêdixe diçe nav eşîra xwe, Xezal li wir dimîne. [1356 alakom_folklor] Destana Laz û Xezal, ji alîkî de wek destana Ferx û Astî ye. [1357 alakom_folklor] Di herdu destanan de dijayetîke sêserî heye. [1358 alakom_folklor] Di destana Ferx û Astî de struktura mêr û jin û mêr, di destana Laz û Xezal de struktura jin û mêr û jin, pêwendî û bûyerên ko di van destanan de hene, di bin bandûra xwe de dihêlin, ji hev cihê dikin. [1359 alakom_folklor] Ji aliyê din di herdu destanan de evîndarîke romantîk heye. [1360 alakom_folklor] Herdu destan wek stran, dilok û helbestan gelek lîrîk in. [1361 alakom_folklor] Ji aliyê din, di salên kevn nav civata kurd de ji bo ronîkirina cihê jinan, ev destanan gelek hînkar û rênîşandar in. [1362 alakom_folklor] Dijminên du dilan û çar çavan [1363 alakom_folklor] Bêbextî, nokerî, xayîntî, dilreşî û fêlbazî wek element û motîvên negatîf di destanên kurdî gelek caran dibin sedemên bêmirazî û bedbextiyê. [1364 alakom_folklor] Di destana Mem û Zînê de, serpêhatiya Bekoyê şeytan, çawa me li jorê jî got, di jîyîna Mem û Zînê de dibe sedemê felaketeke mezin. [1365 alakom_folklor] Di destana Şor Mehmûd û Merzingan de, ev herdu dilketî jî dibin goriyê dek û dolab û fend û fêlan. [1366 alakom_folklor] Angorî destanê Şor Mehmûd û Merzingan di zaroktiya xwe de dest pê dikin hev hez dikin, bi hev re mezin dibin û di dawiyê de dizewicin. [1367 alakom_folklor] Şor Mehmûd dibe kesekî gelekî jîr û mêrxas. [1368 alakom_folklor] Apê wî Mamereş mêze dike ko Şor Mehmûd hêdî hêdî dibe telukekê ji bo wî. [1369 alakom_folklor] Ew ditirse, wekî rojekê Şor Mehmûd serkariya êla wî têxe destê xwe û wî bêrûmet bihêle. [1370 alakom_folklor] Demek tê Şor Mehmûd dixwaze dergistiya xwe Merzinganê hilde here. [1371 alakom_folklor] Ap naxwaze Merzinganê bidê. [1372 alakom_folklor] Gelek difikire, di dawiyê de dibêjê, eger tu herî şer zora dijminê min bibî, bi serfiraz vegerî ezê Merzinganê bidime te. [1373 alakom_folklor] Dema Şor Mehmûd ji şer bi serfirazî vedigere tê, piştî çendekî dema ew ji xwe re diçe nêçîrê, Memereş ji vê herêmê mala xwe bar dike diçe, welatekî mayî. [1374 alakom_folklor] Merzinganê jî dibe û destê evîndaran ji hev diqetîne. [1375 alakom_folklor] Di rê de Merzingan bi dizîka diçe li ser pirekê, ji kendalekî de xwe davêje nav gêjavê diqeniqe. [1376 alakom_folklor] Berî ko xwe bavêje ew bi pirevan re deng dike, wekî eger yek bipirse bira bibêje Merzinganê xwe avîte nav gêjavê. [1377 alakom_folklor] Paşê Şor Mehmûd tê wekî Merzinganê xelas bike, ew jî xwe davêje nav avê, avjenî nikaribûye bike û di dawiyê de ew jî dixeniqe. [1378 alakom_folklor] Dema bavê wê pê dihise tê li dor avê ji pirevan dipirse, wî Merzingan dîtiye an na? [1379 alakom_folklor] Pirevan vê bersîva jêrîn dide: [1380 alakom_folklor] Birao, derdê min giran e, [1381 alakom_folklor] Nizanim li kê bikim nifirane, [1382 alakom_folklor] Qîza tu dibêjî navê wê, Merzingan e, [1383 alakom_folklor] Rawesta bû li ber van qiraxane, [1384 alakom_folklor] Nifir dikirin li dayîk û bavane, [1385 alakom_folklor] Ji derdê evîndariyê xwe avîte nav pêlên van avane, [1386 alakom_folklor] Ji ber wê Şor Mehmûd jî xwe avîte nav gêjavane, [1387 alakom_folklor] Niha gora wan bûye zikê masiyane. [1388 alakom_folklor] Heft xarziyê Memereş hebûne. [1389 alakom_folklor] Ew gelek mêrxas û cengawer bûne. [1390 alakom_folklor] Wan gelek Şor Mehmûd hez dikirin. [1391 alakom_folklor] Dema ew dibîsin ko ev bela mezin hatiye serê Şor Mehmûd û Merzinganê, hespên xwe siyar dibin, diçin pêsîra Memereş digrin, bi şûr û xenceran wî parçe parçe dikin. [1392 alakom_folklor] Paşê diçin cenazê wan ji nav avê derdixin, mêze dikin ev herdu dilketî di paşla hevda, hev hemêz kirine. [1393 alakom_folklor] Ji wan re dewateke bi nav û deng çê dikin, dibêjin ew li vê dinyê dilşa nebûn, qet nebe bira li dinya dinê bi hev şa bin. [1394 alakom_folklor] Çawa tê xuyan, ev destana kurdî ji alîkî de wek destana Mem û Zîn di dawiyê de dibe destaneke bêmirazan. [1395 alakom_folklor] Di destanê de xayîntî û bêbextî tê protesto kirin, li dijî nepakî, neqenciyê dengên gelek xurt hene. [1396 alakom_folklor] Bi taybetî xwe xeniqandina Merzinganê di vî warî de wek protestoke mezin dikare bê hesibîn. [1397 alakom_folklor] Di destanê de dinênasiya kesên wek Memereşyên xayîn tê rûreşkirin. [1398 alakom_folklor] Çend keçperî û pîrejin [1399 alakom_folklor] Di destana Memê Alan û Zîna Zêdan û çend destanên mayî ji der mêrxasên mirovî, em çend mêrxasên wek cin, keçperî û kesên nexuyanbar jî dibînin. [1400 alakom_folklor] Ew dikevine dilqê (rol) jinan. [1401 alakom_folklor] Di destanan de roleke alîkarî û piştevaniyê dilîzin, wek pîrhevoka bi tirs û xof nîn in. [1402 alakom_folklor] Ev mêrxasên çîrokî, pêwendiyên dilketiyan re gelek caran dibin alîkar, nasiya wan didin hev û van dilketiyan dixin xewnên hev. [1403 alakom_folklor] Di destana Mem û Zînê de navên sê keçikên padişahê periyan derbas dibe: Tavbano, Hîvbano, Stêrbano. [1404 alakom_folklor] Ev keçên dilsoz û evînparêz biryar digrin ko bifirin herin Cizîra Botan. [1405 alakom_folklor] Ew dişin dikevin oda Zînê, wê hildidin tînin dixin xewna Memê. [1406 alakom_folklor] Piştî vê bûyerê Memê, li ser Zînê dibe evîndar û ker û gêj dibe. [1407 alakom_folklor] Çawa di destanê de tê xuyan, ev hersê keçê periyan guneyên van herdu keç û xortan (Mem û Zîn) hildidin li ser stoyê xwe. [1408 alakom_folklor] Di destana Sêva Hecî de jî, em rastî çend keçên wek van periyan tên. [1409 alakom_folklor] Di şaxekê vê destanê de navê yekê Gulçîçeka Dilan, di şaxeke mayî de navê wê Pîra Miraza û di şaxeke mayî de jî Qîza Qenc derbas dibe. [1410 alakom_folklor] Gulçîçeka Dilan, diçe Mîr Mehmûdê Cindî tîne, dixe oda Sêva Hecî, wan bi hev dide nasîn. [1411 alakom_folklor] Ev periyên jinîn (femînîn), di çend destanên mayî de jî çawa em dibînin enînivîs, bext û mirazê keç û xortan tayîn dikin, evîn, merhamet û alîkariyê li ser mirovan de dibarînin. [1412 alakom_folklor] Ji der van periyan, di çend destanên mayî de, em rastî çend motîvên wek pîr û pîrejinan jî tên ko mirazan dighînin hev, di pêwendî û kontaktên navbera jin û mêran de roleke aktîf dilîzin. [1413 alakom_folklor] Ew gelek rîsk û telukayan jî didin li ber çavan, xwe davêjin nav êgir, di navbera dilketiyan de, ji ber ko zêde şik naçe li ser wan, xeberan dibin û tînin û dibin serkaniyên îstîhbaratê. [1414 alakom_folklor] Ji bo ko salên wan bihurîne, tecrubeyên wan yên jîyînê zêde ne, di van destanan de gelek caran keç û xort xwe davêjin pêsîra wan û alîkariyê ji wan hêvî dikin û baweriya xwe jî, bi wan tînin. [1415 alakom_folklor] Di destana Mehr û Wefa de, dema Wefa diçe hawariya dilketiyê xwe – Mehr, ew tê girtin, wê bi darê zorê direvînin, di rê de ew rastî pîrejinekê tê, hal û hewalê xwe jê re dibêje, ev pîrejina van gotinan paşê dibe dighîne Mahir. [1416 alakom_folklor] Di destana Rustemê Zal de, Rustemê Zal berî ko bavêje li ser dijminên xwe, cara pêşîn dibe mêvanê van pîrejinan. [1417 alakom_folklor] Bi kurtî di destanên kurdî de ev fîgurên jinîn yên ko di beşeke van destanan de derdikevin pêşberî me, di warê pêkhatina kontaktên giring de cihekî yekemîn digrin û rolên aktîf dilîzin. [1418 alakom_folklor] Jin di rêke rast de dimeşin [1419 alakom_folklor] Di destanê kurdî de dûrdîtiniya jinan, çawa di van berheman de diyar dibe, gelek tûj e. [1420 alakom_folklor] Ji ber vê yekê de jî, ew di rêke rast de dimeşin. [1421 alakom_folklor] Piştî destana Memê Alan û Zîna Zêdan destana ko di nav kurdan de zêdetir belav bûye, destana Siyabend û Xecê ye. [1422 alakom_folklor] Destan, li ser evîna Siyabendê Silîvî û Xeca Resûl ava dibe. [1423 alakom_folklor] Wek gelek destanên mayî, di vê destanê de jî Siyabend û Xecê nagihêjin mirazê xwe. [1424 alakom_folklor] Lê belê ew evîna ko di vê destanê de pêl û pêl mezin dibe, hemû dijwarî, xirabî û tiştên neçê di bin siya xwe de dihêle, wan difetisîne û bêrûmet dike. [1425 alakom_folklor] Dema mirov vê destanê baş analîz dike, mirov têdighê ko mêrxasa jinîn – Xecê paşerojê angorî Siyabend baştir dibîne û gavên xwe bi pîvan davêje. [1426 alakom_folklor] Di beşeke vê destanê de Xecê xewnekê dibîne û dikene, vê xewna xwe ji Siyabend re şiro vedike, Siyabend bêsebeb, vê xewnê şaş fam dike. [1427 alakom_folklor] Pey wan pezkuviyên ko Xecê di xewna xwe de dîtine, dikeve. [1428 alakom_folklor] Ken û gotinên Xecê şaş fam dike, hildide li ser xwe, diltenikiya xwe zû eşkere dike û vî kenî bi keçeliya xwe re girê dide. [1429 alakom_folklor] Ji nav wan duwanzdeh pezkuviyan yekî digre dikuje, pezkûvî jî lêdixe wî ji kendalekî de davêje, dikuje. [1430 alakom_folklor] Paşê navê wî dibe: nêçîrvanê ko ji aliyê nêçîra xwe de tê kuştinê. [1431 alakom_folklor] Ev beşa dawîn ya destanê, mesaja destanê gelek bi vekirî radixe li ber çavan, Siyabend xeletiya xwe, bi zimanê xwe eşkere dike: [1432 alakom_folklor] Çawa min ji hev qetandiye destê nêrî û bizinê [1433 alakom_folklor] Ewî usa ji hev qetandiye destê mêr û jinê. [1434 alakom_folklor] Dema Siyabend dixwaze nêrî bigre, wê demê nêrî û bizin li bal hev bûne, zirareke wan negihiştiye tu kesî. [1435 alakom_folklor] Ev serhişkiya Siyabend ji ko tê? [1436 alakom_folklor] Çawa em ji despêka destanê de fêr dibin, zaroktiya wî qet baş derbas nebûye, bêdê û bêbav mezin bûye. [1437 alakom_folklor] Ew di zaroktiya xwe de kesekî şerût bûye, bi dorberê xwe, bi hevalên xwe re zêde bi hev nekiriye, wek misal riya jina gavanê gund digre... Ji aliyê din ew keçel û gurî bûye, bêguman wî ev yeka wek kêmasîkê di xwe de dîtiye û xwastiye vê kêmasiyê bi tehrekî mayî, bi rêke din tijî bike. [1438 alakom_folklor] Bi çi tehrî? [1439 alakom_folklor] Siyabend çawa em dibînin dibe kesekî problematîk. [1440 alakom_folklor] Ev şahsiyeta wî ya parçekirî di dawiyê de dibe bayisê mirina wî û mirina Xecê jî. [1441 alakom_folklor] Xecê naxwaze wekî Siyabend here wî pezkûvîyî bikuje, gunê wê bi van pezkuviyan tê, lê belê Siyabend wê guhdar nake, ya xwe dike. [1442 alakom_folklor] Ev serhişkiya Siyabend, di destana Ker û Kulik de serhişkiya van herdu birayan tîne bîra mirovan. [1443 alakom_folklor] Di vê destanê de diya van herdu kuran naxwaze wekî kurê wê herin bi her heft birayên wê re şer bikin. [1444 alakom_folklor] Lê belê ew gotinên diya xwe guhdar nakin, diçine şer. [1445 alakom_folklor] Çawa tê zanîn di dawiya destanê de Kulik tê kuştin, gotinên diya wan Werdekê rast derdikevin. [1446 alakom_folklor] Dûrdîtinî, rastzanîn û famdariya Werdekê wek Xecê vê yekê nîşanî me didin wekî di destanên kurdî de jinên kurd hertim serdikevin û di rêke rast de dimeşin. [1447 alakom_folklor] Ew rênîşandar in, bi şîretên xwe ve pêşengiya mêrxasên van destanan yên mêrîn dikin. [1448 alakom_folklor] Ji aliyê din, him di destana Siyabend û Xecê de, him jî di destana Ker û Kulik de zordestîke mîrên ereban jî heye. [1449 alakom_folklor] Xecê berî ko bi Siyabend re bireve, çawa tê zanîn dergistiya kurê mîrê ereban bû. [1450 alakom_folklor] Ker û Kulik jî, bona herin hespekî bi navê Bêcan jê re bînin, ji aliyê mîrên ereb de tên seferber kirin, mîrên ereb van herdu xortan li ser xalên wan de dişînin wekî bi xalan re bikevin şer. [1451 alakom_folklor] Lê belê Ker naxwaze diya wî tenê bêxweyî bimîne. [1452 alakom_folklor] Ji ber vê yekê jî kuştina heft xalên xwe nafikire, wê çaxê diya wî dikare bikeve destê mîrê Ereban. [1453 alakom_folklor] Angorî Kulik, Ker çêtir difikire û gavên xwe bi pîvan davêje. [1454 alakom_folklor] Di dawiya destanê de, çawa em dibînin Kulik tê kuştin, keça mîrê ereban –Têlî Rewşen Xatûn jî para Ker dikeve. [1455 alakom_folklor] Di destpêka destana Ker û Kulik de, dema bavê Werdekê naxwaze keça xwe bide Silêman, Silêman Werdekê direvîne. [1456 alakom_folklor] Bav pey keça xwe dikeve, Werdek kevirekî hildide bavê dixe, dikuje. [1457 alakom_folklor] Ev yeka jî nîşanî me dide ko, dema keça kurd dil kir, dilketiyê xwe û mirazê xwe ji ser her tiştî re digre, xwe davêje nav agirên mezin. [1458 alakom_folklor] Ew dikarin li dijî biryarên dê û bavên xwe jî derkevin. [1459 alakom_folklor] Ew di vî warî de serhişk in û gelek caran ber xwe didin. [1460 alakom_folklor] Di çend destanên mayî de jî, çawa em dibînin li dijî dê û bavên neheq mixalefeteke mezin heye. [1461 alakom_folklor] Ev dê û bavên neheq neyên kuştin jî, nifirên mezin li wan tên kirin, ev nifiran angorî çend destanan tên cih jî. [1462 alakom_folklor] Di destana Ferx û Astî de, Ferx nifirên mezin li dê û bavê xwe dike, di nav heftekî de him dê, him jî bavê wî dimire. [1463 alakom_folklor] Bi saya motîva nifiran, mirov fam dike ko, kî dibe bira bibe, pêwist e kes nekeve orta du dilan û çar çavan. [1464 alakom_folklor] Ev bawerî di destanên kurdî de gelek xurt e. [1465 alakom_folklor] Çima piraniya nifiran ji devê jinan, bi taybetî ji devê dayîkan derdikevin û ev nifiran tên cih? [1466 alakom_folklor] Bersîva vê pirsê diçe dighêje mezinbûna neheqiya li jinan tê kirin. [1467 alakom_folklor] Jin hêrs, nefret û rika xwe di pratîk de nîn be jî, bi zar û ziman (verbal) diyar dikin. [1468 alakom_folklor] Ev yekan realîteke jîyînê îfade nekin jî, wek realîteke zimanî, gelek caran rastî realîteyên jîyîne jî tên, dibin bûyer. [1469 alakom_folklor] Ji ber ko kesên xirabiyê dikin, di pêşerojê de çi wê bê serê wan, mirov kêm û hindik, sedî sed nîn be jî, jê derdixe. [1470 alakom_folklor] Jin bi vê baweriyê ve nifiran dibarînin. [1471 alakom_folklor] Ji ber tecrubeyên jîyînê, jin di warê nifirbarînê de dighêjin aqilmendîke mezin û tenik. [1472 alakom_folklor] Di vê babetê de serpêhatîke here balkêş jî, serpêhatiya Filîtê Quto ye. [1473 alakom_folklor] Angorî vê serpêhatiyê li welatê Mamê Etmanîk xela hebûye. [1474 alakom_folklor] Wan nikaribûne debar û abora xwe bikin. [1475 alakom_folklor] Ew ji eşîra Reşkota bûye. [1476 alakom_folklor] Karvanê xwe amade dike, diçe bajarê Batmanê wekî aborî û debara zarokên xwe bike. [1477 alakom_folklor] Lê belê ev navça di bin konrola Filîtê Quto de bûye, bac û bertîl ji karvanê ko dihatine vê navçê distend. [1478 alakom_folklor] Ew rêbirekî nav û deng bûye. [1479 alakom_folklor] Dema dibhîse ko Mamê Etmanîk hatiye hêla Batmanê, mirovên xwe berev dike, diçe li ser wî. [1480 alakom_folklor] Şerekî mezin di nav wan de dest pê dike. [1481 alakom_folklor] Di dawiya vî şerî de him Filîtê Quto, him jî Mamê Etmanîk tên kuştinê. [1482 alakom_folklor] Piraniya stranên ko li ser Filîtê Quto hatine gotin, ji devê diya wî Şemê derketine. [1483 alakom_folklor] Ev jinika, kurê xwe neheq dibîne, pişta kurê nake, kirinên wî cih de nabîne. [1484 alakom_folklor] Her çiqas kurê wê nîn be jî, ew pişta Mamê Etmanîk digre. [1485 alakom_folklor] Filîtê Quto guh nade şîret û gaziyên diya xwe, di dawiyê de tê kuştin û diya wî dilorîne: »Filîto lao, were neçe pêşiya vî kervanî!... [1486 alakom_folklor] Ji aliyê din ev dayîka kurd ji vî şerê xwexwetiyê jî nerazî ye. [1487 alakom_folklor] Ew zane ko ev şerên neheq tenê kêfa hêzên dijmin, hêzên neyar û dewletê tîne: [1488 alakom_folklor] Bitlîsê dergevana derge vekir [1489 alakom_folklor] Donzde beyraqê Alî-Osman şede, îspat, [1490 alakom_folklor] Şerê Filîtê Quto, Memê Etmê temaşe kir. [1491 alakom_folklor] Ji bo mêran danîna çend merc û hoyan [1492 alakom_folklor] Di destanên kurdî de dema kesek daxwaziya zewacê dike, ji aliyê jinê de çawa em dibînin hin merc û hoy tên pêşkêş kirin. [1493 alakom_folklor] Pêwist e ko mêr zîrekî û jîrîtîkê nîşan bide. [1494 alakom_folklor] Ew pêwist in ya herin li ser dijmin an jî karekî mezin biqedînin. [1495 alakom_folklor] Eger ew di van seferan de sernekevin, ji wan re imkana keçdayînê namîne. [1496 alakom_folklor] Çima ev dijwarî û zehmetî tên pêkanîn? [1497 alakom_folklor] Bersîva vê pirsê mirov dikare bi sê tehrî şiro veke: [1498 alakom_folklor] A) Bi pêkanîna micizeyan ve destan tempoke bilind bi dest dixe. [1499 alakom_folklor] B) Bi van pêşdanînan ve, dê û bav dixwazin, zavayên xwe yên nû, jin jî dixwazin dilketiyen xwe biceribînin, başbûn û qenciya wan bi çavên xwe bibînin. [1500 alakom_folklor] C) Di hin karên pratîk de ji van dilketiyên nû îstîfade bikin. [1501 alakom_folklor] Di destana Ker û Kulik de, ji bo keça mîrê eraban ji xwe re bixwazên, ew pêwist in, herin hespekî navdar ji nav eşîreke mayî birevînin bînin. [1502 alakom_folklor] Diya wan Werdek jî, dema dixwaze namekê bi rê bike, diçe bal sofîkî, bi wî re tu dibêjî peymanekê girê dide. [1503 alakom_folklor] Dibêje wî eger tu vê namê bibî bighînî xwedanê wê, ezê bi te re mêr kim. [1504 alakom_folklor] Di destana Sêva Hecî de, ew kesê dilê wî ketiye Sêva Hecî pêwist e here cihekî qeytana Memûdî (di şaxeke vê destanê de qeytana Hemedanê tê nav kirin) bîne wekî ji bavê wê yê kor re bibe derman. [1505 alakom_folklor] Êdî Sêva Hecî ya wî. [1506 alakom_folklor] Di destana Nasir û Malmal de, vê carê em rastî hoy û mercên mayî tên. [1507 alakom_folklor] Herdu keç (Taurezî û Esmer) dixwazin wekî ev herdu xort (Nasir û Malmal) herin Bexdayê çend sala bimînin, bibin kesên mezin, paşê bi wan re bizewicin. [1508 alakom_folklor] Berî ko ew bi rêkevin, ev herçar keç û xort di nav xwe de sond dixwin. [1509 alakom_folklor] Di destana Şor Mehmûd û Merzingan de jî, bavê Merzinganê ji Şor Mehmûd tiştekî mayî hêvî dike, eger ew here dijminê wî bindest bike, ewê keça xwe Merzinganê bide Şor Mehmûd... [1510 alakom_folklor] Wek van misalan gelek merc û hoyên mayî jî di destanan de tên pêşkêş kirin. [1511 alakom_folklor] Bi kurtî mirov dikare bibêje pêkhatin û bicihanîna van merc û hoyan cihê qelend (next) digre. [1512 alakom_folklor] Hemû ev merc û hoyan bi çi niyetê hatine gotin? [1513 alakom_folklor] Ji devê kê derketine? [1514 alakom_folklor] Angorî vê jî, dema mêr karên xwe diqedînin tên, ew vê carê dikarin rastî çend dijwariyên mayî jî bên. [1515 alakom_folklor] Vê carê serêşiyên nû di destanan de peyda dibin. [1516 alakom_folklor] Hertim, her tişt bi hemdî xwe nameşe. [1517 alakom_folklor] Çima mêr dikevin rola şivanan [1518 alakom_folklor] Di destanên kurdî de çawa em dibînin stûnên van berheman yên here xurt ji aliyê jinan de hatine dayîn. [1519 alakom_folklor] Jin mêrkirinên bêdil û reva zorê tu wext qebûl nakin. [1520 alakom_folklor] Sal derbas bin jî, ew nedilşa ne, dîsa jî riya xelasiyê digerin, timê bendewarê avakirina jîyîneke nû in. [1521 alakom_folklor] Di destana Binefşa Narîn û Cembeliyê Hekkarê de ev realîta gelek eşkere ye. [1522 alakom_folklor] Binefş, ji aliyê Derwêş Axa de bi destê zorê tê revandin. [1523 alakom_folklor] Ji ber ko birayên Binefşê li dijî vê zewaca bêdil derdikevin, ew tên kuştin. [1524 alakom_folklor] Derwêş Axa kesekî zordar û kal e. [1525 alakom_folklor] Tê gotin ko ew nod salî ye. [1526 alakom_folklor] Binefş mirinê ji mal, milkê dinyayê çêtir dibîne. [1527 alakom_folklor] Ji ber ko Binefş ewqas zêde ji Cembeliyê Hekkarê hez dike, navê kurê xwe yê Derwêş Axa bûyî jî, datîne Cembelî, Cembeliyê piçûk. [1528 alakom_folklor] Ev nav bêguman nîşana evîna Cembeliyê mezin e. [1529 alakom_folklor] Cembeliyê Hekkarê dikeve dilqê şivanan, kulavê şivanan xwe dike, wekî here bibe şivanê Derwêş Axa. [1530 alakom_folklor] Ew dixwaze bi dilketiya xwe re deng bike, wê bibîne û birevîne. [1531 alakom_folklor] Di dawiya destanê de bi xwe wisan dibe û ew bi hevra direvin. [1532 alakom_folklor] Bi vê kirina xwe ve Binefşa Narîn zewacên bêdil protesto dike û di dawiyê de dighêje mirazê xwe. [1533 alakom_folklor] Di destana Binefşa Narîn û Cembeliyê Hekkarê de çawa me li jorê jî got, dema Cembeliyê Hekkarê dixwaze here Binefşa Narîn bibîne, dikeve dilqê şivanan. [1534 alakom_folklor] Di çend destanên mayî de jî em rastî vê motîvê tên. [1535 alakom_folklor] Çima şivan, ne kesekî din? [1536 alakom_folklor] Ji ber ko di nav kurdan de û di jîyîna rojane de kesê ko zêdetir kontak û pêwendiyên wî bi jinan re hene şivan in. [1537 alakom_folklor] Bi taybetî danê nîvro û berbi êvarê dema pez tê bêriyê, kesê serê pêz digre şivan e. [1538 alakom_folklor] Bi bêrîvanan re kontaktên wan yên dîrek hene, mesafa di navbera wan de gelek hindik e û imkana hevdudîtinê û hevraxeberdanê gelek zêde ye. [1539 alakom_folklor] Ji aliyê din şivan zêde şikê jî nabin li ser xwe. [1540 alakom_folklor] Ji ber ko ev karê pezdotinê ji du kesan pêk tê (şivan û bêrîvan) kesê ko pêz dajo bêriyê, gelek caran zarok in an jî pez bi xwe du hev rêz dibe, dikeve dorê. [1541 alakom_folklor] Di destana Qer û Gulîzerê de, Qer dibe waliyê Sonduzê, dilê wî dikeve keçeke bi navê Gulîzer, dema mêze dike bav keça xwe nadê, ew dibe şivanê mala bavê Gulîzerê. [1542 alakom_folklor] Berî ko Cembeliyê Hekkarê xwe bighîne dilketiya xwe ew di rê de rastî kesên mayî jî tê. [1543 alakom_folklor] Carekê dilê keça şêxekî ereban dikeve Cembelî. [1544 alakom_folklor] Navê vê keçikê Wedîha bûye. [1545 alakom_folklor] Wedîhe bi dilekî na hezar dilî dibe evîndarê Cembelî. [1546 alakom_folklor] Ji bo ko ew û Cembelî timê hev bibînin, hev şa bin, ew rêkê difikire, diçe bal bavê xwe wekî Cembelî hilde ser karekî û di mala wan de bimîne. [1547 alakom_folklor] Lê belê Cembelî ji vê yekê re razî nabe. [1548 alakom_folklor] Çi dike nake ji destê vê jinikê nafitile. [1549 alakom_folklor] Demekê bi hevra dimînin, şevekê Cembelî bi dizîka ve ji mala vê keçikê direve, tevî tariya şevê dibe, pey rêça mala bavê Binefşa Narîn dikeve. [1550 alakom_folklor] Ev serpêhatiya di vê destanê de wek beşeke bingehî cih nagire, wek bûyereke duwemîn dikare bê hesibîn. [1551 alakom_folklor] Lê belê ev beşa destanê tiştekî nîşanî vê keça şêxê ereban dike, wekî bi zorê du dil nabine yek, bi hevdudîtineke derbazok û tesadûfî mirov nikare dilşa bibe. [1552 alakom_folklor] Ev beşa destanê, bûyerên ko di destana Zembîlfiroş de derbas dibin tîne bîra mirovan û wek hev in. [1553 alakom_folklor] Ji bo kêfa xwe, ev keça ereban û ew Xatûna ko navê wê di destana Zembîlfiroş de derbas dibe, jinên dewlemend, arîstokrat û xortxapînok in. [1554 alakom_folklor] Dorberên ko tê de mezin bûne, bajarî ne, gelek bi serbestî dijîn. [1555 alakom_folklor] Sînorên namûs û bênamûsiyê [1556 alakom_folklor] Destaneke ko di nav kurdan de gelek belav bûye, destana Zembîlfiroş [1557 alakom_folklor] e. [1558 alakom_folklor] Zembîlfroş debara xwe tenê bi firotina zembîlan (sêlik) ve pêk tîne. [1559 alakom_folklor] Kesekî belengaz û kesîb e. [1560 alakom_folklor] Ew tax û tax, kuçe û kuçe digere, zembîlan difroşe. [1561 alakom_folklor] Kesekî çeleng, spehî û xweşik bûye. [1562 alakom_folklor] Angorî şaxeke vê destanê Zembîlfiroş berê mîr û dewlemend bûye, paşê jîyîneke sade ji xwe re hilbijartiye û xizan ketiye. [1563 alakom_folklor] Rojekê tê bajarê Sîlvanê cîwar dibe, li vir xwe re zembîlan difroşe. [1564 alakom_folklor] Ji ber çelengbûn, bejn û bala wî, rojekê dema ew dîsa kuçe û kuçe digere, rastî jina mîrê bajêr tê. [1565 alakom_folklor] Dilê vê jinikê dikeve Zembîlfiroş û pêsîra wî ber nade. [1566 alakom_folklor] Zembîlfiroş bi xwe jî kesekî xwedî jin û zarok e. [1567 alakom_folklor] Çavê wî ji jinên kesî tune ye, kesekî serbilind, xwedî nefs e. [1568 alakom_folklor] Jina mîr çi dike nake, nikare wî ji rê derxe, bi wî şa be û rojên xweş bi hevra derbas bikin. [1569 alakom_folklor] Çawa em ji naveroka destanê û gotinên jina mîr fam dikin, ew mêrê xwe davêje alîkî, dixwaze Zembîlfiroş kaşî nav cî û nivînên xwe bike. [1570 alakom_folklor] Her çiqas ew bi gotinên xwe yên şehwetî ve dinya Zembîlfiroş serobino dike, dîsa jî Zembîlfiroş li ber xwe dide, nêzîkê wê nabe. [1571 alakom_folklor] Ew zarokên xwe difikire. [1572 alakom_folklor] Dilpaqijî, helalî û namûs, çawa em dibînin kakilê felsefeya jîyîna Zembîlfiroş pêk tînin. [1573 alakom_folklor] Di dawiya destana Zembîlfiroş de çi tê serê Zembîlfiroş û Xatûnê? [1574 alakom_folklor] Bersîva vê pirsê angorî şaxên vê destanê ji hev gelek cida ne: [1575 alakom_folklor] A) Dema Xatûn pey Zembîlfiroş dikeve diçe mala wî, çawa em dibînin Xatûn jina Zembîlfiroş dixapîne, dikeve nav cihê mêrê wê. [1576 alakom_folklor] Ew lempê vedimirîne, Zembîlfiroş dema tê dikeve nav cihê xwe wekî razê, Xatûn ji bîr dike xirxalê lingê xwe derxe û Zembîlfiroş wê çaxê fam dike ko ew ne jina wî ye. [1577 alakom_folklor] Ew Xatûn e. [1578 alakom_folklor] Zembîlfiroş dibe teyrekî ji kulekê re difire diçe. [1579 alakom_folklor] Xatûn heft sal li pey wî digere, li serê çiyakî rastî şopa wî tê, dibine xuşk û bira, piştî çendekî, Xatûn dimre. [1580 alakom_folklor] B) Li ser kanîkê rastî hev tên, Xatûn dixwaze Zembîlfiroş ramûse, dema Xatûn zimanê xwe dixe devê Zembîlfiroş herdu jî dimrin. [1581 alakom_folklor] C) Agir devê Xatûnê derdikeve, herdu jî dişewitin. [1582 alakom_folklor] Ç) Diçin cennetê, digihêjin mirazê xwe. [1583 alakom_folklor] D) Mîr dema pê dihese wekî jina wî çûye li bal Zembîlfiroş, lêdixe Zembîlfiroş dikuje. [1584 alakom_folklor] E) Zembîlfiroş xwe ji qesrê de davêje perçe-perçe dibe. [1585 alakom_folklor] F) Dema mîr dixwaze Zembîlfiroş bikuje, Xatûn dikeve navberê. [1586 alakom_folklor] Kêrê ji destê mîr digre, zikê mîr re dike, ew tê kuştin. [1587 alakom_folklor] Paşê Xatûn, Zembîlfiroş û jin û zarê wî bi tevayî diçin, cihekî wisan dengê axa û mîran li wir nayê. [1588 alakom_folklor] G) Jina Zembîlfiroş û Xatûn dibine hewiyên hev, wek jina mezin û jina piçûk bi hevra dijîn. [1589 alakom_folklor] H) Zembîlfiroş û Xatûn di nav xwe de peymaneke gîrê didin wekî dest ji pêsîra hev berdin. [1590 alakom_folklor] Paşê Zembîlfiroş ji ber daxwaziya bavê, diçe bajarê Diyarbekirê dibe mîr. [1591 alakom_folklor] Ev şaxa dawîn, ne şaxeke folklorîk e, wek şaxeke edebî ji aliyê Mirad-Xanê Beyazidî de hatiye nivisîn. [1592 alakom_folklor] Çawa tê dîtin heta mirinê, li dinya mayî jî Xatûn li pey Zembîlfiroş dikeve, pêsîra wî bernade. [1593 alakom_folklor] Di çend şaxên destanê de çawa tê xuyan, Zembîlfiroş her çiqas ji ber Xatûnê direve jî, wisan tê xuyanê bi kêmanî dibin xuşk û bira. [1594 alakom_folklor] Ji aliyê din dema em zordestiya mêrê Xatûnê didin ber çavan, ew dibînin ko hevkarîk û dostanetîk di navbera Zembîlfiroş û Xatûnê de li dijî mîr peyda dibe, Zembîlfiroş û Xatûnê nêzîkî hev dike. [1595 alakom_folklor] Ji aliyê din ji ber xizanî û belengaziyê, jina Zembîlfiroş jî, li dijî Xatûnê stoxar e. [1596 alakom_folklor] Ev yeka jî wek faktorekê, pêwendiyên Zembîlfiroş, jina wî û Xatûnê ji dijminatiyê diparêze û wan di xalekê de dighîne hev û dijayetiya van hersê kesan kêmtir dike. [1597 alakom_folklor] Bêguman ev hemû baweriyên mesaja destanê yên li ser helaliyê û dilpaqijiyê ava dibin, nahejîne. [1598 alakom_folklor] Ji ber ko di destanê de ev motîvan gelek xurt in. [1599 alakom_folklor] Lê belê hevbandûriya bûyeran bivê-nevê çend dijwariyan ji bo Zembîlfiroş peyda dike wek hebûna du jinan û newekhevdîtina Xatûn û mêrê wê... Li dijî mêrê Xatûnê mixalefetek peyda dibe, wê çaxê Xatûn wek dijmineke yekemîn nayê hesibîn. [1600 alakom_folklor] Di herdu şaxên dawîn de Zembîlfiroş jî êdî hatiye guhartin. [1601 alakom_folklor] Destana Zembîlfiroş ji alîkî de destana Usif û Zelêxe tîna bîra mirovan. [1602 alakom_folklor] Xatûna ko navê wê di destana Zembîlfiroş de derbas dibe gelekî li Zelêxê çûye, dirûvê wê lê dikeve, wek hev in. [1603 alakom_folklor] Zelêxe jî wek Xatûnê jina mîrekî ye, mîrê Misirê. [1604 alakom_folklor] Dema Usif, kurê Aqûb pêxember dibin Misirê, dilê Zelêxê gelekî dikeve Usif. [1605 alakom_folklor] Di şaxên Usif û Zelêxê yên folklorî de, çawa em dibînin ko dema Zelêxe, Usif ji xwe re dikire, dibe, Usif riya revê digere, lê belê ji destê vê jinikê xelas nabe.. Zelêxe tîne vê carê Usif şikyatî mêrê xwe dike, mêr jî tîne wî dike zîndanê. [1606 alakom_folklor] Ev destana di nav kurdan de gelek belav bûye, gelek şaxên wê yên edebî û folklorîk hene. [1607 alakom_folklor] Destaneke ko di naveroka wê de babeta namûsê cihekî bingehî digre, destana Mem û Eyşê ye. [1608 alakom_folklor] Kurekî pîrejinekê heye, navê wî Memê ye, diya wî kurê xwe dizewicîne, navê bûka wê jî Eyşê ye. [1609 alakom_folklor] Piştî demekê Memê dibine leşkeriyê, heft salan li leşkeriyê dimîne, çavê vê dayîkê timê li rê ye û li bûka xwe xweyî derdikeve. [1610 alakom_folklor] Ji ber ko bi salan ev mala bêmêr e, berpirsiyariya mezin dikeve li stoyê vê pîrejinê. [1611 alakom_folklor] Ew li ber mala kurê xwe dimîne, cihê wî digre. [1612 alakom_folklor] Piştî vê leşkeriya dûr û dirêj, êdî çavê wê li rênêrînê diqerime. [1613 alakom_folklor] Rojekê destûra Memê derdikeve, nîvê şevê lêdixe tê mala xwe, ew û dergistiya xwe dikevine nav nivînan, ew diya xwe hişyar nake. [1614 alakom_folklor] Diya wî mêze dike, di oda Eyşê de dengê mêran tê, dinya vê dayîkê tevlihev dibe, nizane ko kurê wê ye, leşkeriyê hatiye. [1615 alakom_folklor] Yekten serobino dibe, bi nezanî lê dixe kurê xwe dikuje. [1616 alakom_folklor] Him di destanên Zembîlfiroş û him jî di destana Mem û Eyşê de her çiqas bûyerên kuştin û mirinê peyda dibin, lê belê ji bo namûsa xwe biparêzin, yek jina xwe difikire, ya din jî kurê xwe difikire, naxwazin navê wan xirab derkeve, mirinê ji vê yekê çêtir dibînin. [1617 alakom_folklor] Herdu destan jî, li ser hîm û bingehên namûsê ava dibin. [1618 alakom_folklor] Di salên kevn de ji ber dirêjbûna leşkeriyê, çawa em dibînin ev salên dirêj bûne sedemên parçebûna gelek malbatan, jin û mêr, keç û xortên nûzewicî bi salan ji hev dûr mane. [1619 alakom_folklor] Her çiqas dayîka Memê kurê xwe ji bîr nekirebe jî, ev dayîka bi salan hêviya hatina kurê xwe maye. [1620 alakom_folklor] Ji alîkî de ker û gêş bûye, mirov dikare bibêje wekî ew ji bîr kiriye, hatina kurê wê ji bo bûye micizekê, ev micize çawa em dibînin li bal vê pîrejinê nebawerîk peyda kiriye, wê bawer nekiriye rojekê kurê wê û bûka wê bibin yek, têkevin nav nivînan. [1621 alakom_folklor] Di hişê wê de hertim îmaja bûkeke tenêmayî cîwar bûye, tu car ev tabloya nû ji hişê xwe re derbas nekiriye. [1622 alakom_folklor] Nefreta kontra-mîlîter [1623 alakom_folklor] Çawa em dibînin gelek malbatên kurd ji ber leşkeriyê, timê rojên tirş û tal derbas kirine. [1624 alakom_folklor] Ji ber vê yekê jî di folklora kurdî de element û motîvên kontra-mîlîter cihekî bingehî digrin. [1625 alakom_folklor] Li welatên biyanî, li welatên dûr, kirina leşkeriyê ji bo her kurdekî wek cezakî giran hatiye dîtin. [1626 alakom_folklor] Destaneke ko tê de li dijî hêzên mîlîter protestoke mezin heye, destana Menşa Eliyê Sêlim-Axa ye. [1627 alakom_folklor] Kîkî paşa, paşayê dewletê dixwaze keçeke çardeh salî (Menşê) ji xwe re wek jin bîne. [1628 alakom_folklor] Lê belê dema keçik û heft birayê wê vê yekê qebûl nakin, ev paşa heft birayê Menşê bi darê zorê dixe girtîgeha Diyarbekirê. [1629 alakom_folklor] Heta Menşê nedine wî, ew biryar digre ko van heft birayan di girtîgehê de girtî bihêle, wek lîstikekê, entrîka û santajekê girtina van heft biran li dijî Menşê bi kar tîne. [1630 alakom_folklor] Di destanê de çawa em dibînin Menşê stoyê xwe li dijî vê zordestiyê xar nake, ji bo birayên xwe azad bike, ew dikeve ser rê diçe xelasiya wan. [1631 alakom_folklor] Di dawiyê de ser dikeve, birayên vê Keça Merdînî tên berdanê. [1632 alakom_folklor] Serpêhatiya Menşê, serpêhatiya Saliho tîne bîra mirovan. [1633 alakom_folklor] Çawa Menşê dixwaze heft birayên xwe ji zîndanê derxe, azad bike, Nûrê jî dixwaze dilketiyê xwe Saliho xelas bike. [1634 alakom_folklor] Dilketiyê wê jî wek heft birayên Menşê di girtîgeha Diyarbekirê de hatiye girtin. [1635 alakom_folklor] Salih hejdeh salî ye, sed sal ceza danê. [1636 alakom_folklor] Nûrê, gelek ber xwe dide wekî Salihê wê bê berdanê, di stranên xwe de gazî Reîsê Cimhuriyetê Kemal Paşa û pêxemberan dike, ji ber dergehê kela Diyarbekirê dûr nakeve, heta ko Salih bê berdanê: [1637 alakom_folklor] Nûrê divê: Saliho pizmamo, bejna min zirave, [1638 alakom_folklor] Têlek ji têla vê rihanê, [1639 alakom_folklor] Hêşîn dike ser xopana Diyarbekir, [1640 alakom_folklor] Pêşberî hepisxanê... [1641 alakom_folklor] Jinên kurd di şerê li dijî hêzên dewletê û hevalbendên dewletê de timê li bal mêrên xwe, lawên xwe cih girtine. [1642 alakom_folklor] Bi mêran ve tevayî li dijî neheqî, zordestî û li dijî êrîşên dewletê şer kirine. [1643 alakom_folklor] Di serpêhatiya Bişarê Çeto de, Gozê, çawa em dibînin li bal kurê xwe cih digre. [1644 alakom_folklor] Li dijî Bişarê Çeto derdikeve, ji wan çend kesan dikujin. [1645 alakom_folklor] Wek tê zanîn Bişarê Çeto hêzên dewletê yên leşkerî hildide bal xwe li dijî Emê Gozê şer dike. [1646 alakom_folklor] Hevkariya Bişarê Çeto bi dewletê re wisan pêş da diçe, ew dibe êrîşkarekî navdar. [1647 alakom_folklor] Emê Gozê bi mêrxasî û bi dilsoziya xwe ve tê nas kirin. [1648 alakom_folklor] Bi kurtî ev serpêhatiya wek destanekê bûye nîşana şerê pakî û nepakiyê, heqî û neheqiyê, qencî û xirabiyê. [1649 alakom_folklor] Gozê, di vî şerî de timê qenciyê dixwaze. [1650 alakom_folklor] Dema Gozê li dijî hêzên dewletê kurê xwe diparêze, ew, nefer, leşker û serokên wan yên zabit ji hev cida dike, gunê wê bi van neferan tê, paşê şîretan kurê xwe dike û gazî wî dike: »Çavê maliya wan li riya wan e«. [1651 alakom_folklor] Di cihekî mayî de jî awa dibêje: »De nekuje nefera, nefer kurê xelqê ne, nanxurê dewletê ne«. [1652 alakom_folklor] Ev mirovheziya Gozê, wek dilpaqijîkê dibe kakilê dinênasîke gelek pêşketî. [1653 alakom_folklor] Destana ko tê de zordestî, hovîtî û lêdanên li ser jinê zêdetir dibin, destana Mehr û Wefa ye. [1654 alakom_folklor] Hêzên leşkerî di vê destanê de bi darê zorê şahsiyeta wê keça bi navê Wefa pêpes dikin, keçikê wek dîl (hêsîr) digrin. [1655 alakom_folklor] Angorî destanê, kurekî padişahê Muxirzemîn hebûye, navê wî Mehr bûye, dilê wî dikeve keça berdestiyê padişah, navê wê Wefa bûye. [1656 alakom_folklor] Ew bi hevra diçin dibistanê, di navbera wan de evîna dil roj bi roj zêdetir dibe. [1657 alakom_folklor] Rojekê padişah kurê xwe Mehr dike serleşker, wî dişîne Hîcazê wekî tevî şer be. [1658 alakom_folklor] Mehr û Wefa bi alîkariya mamosteyê xwe bi hevra naman dinivîsin, xeberan ji hev digrin. [1659 alakom_folklor] Rojeke Wefa xewnekê dibîne, wekî Mehr di şer de hatiye birîndar kirin. [1660 alakom_folklor] Dema ew hişyar dibe, tivdarekê xwe dike, diçe hawariya dilketiyê xwe. [1661 alakom_folklor] Ev keça diçe derdikeve hizûra Melikşah, Melikşah vi keçikê bernade, bi xwe re dibe, dike bûka xwe. [1662 alakom_folklor] Di wê demê Mehr jî, jî leşkeriyê vedigere tê mal. [1663 alakom_folklor] Paşê pê dihese ko dilketiya wî çûye hawariya wî. [1664 alakom_folklor] Mehr careke din vedigere, pey Wefayê dikeve. [1665 alakom_folklor] Diçe mala wê pîrejina ko Wefayê xeber li bal hiştibû, paşê fêr dibe ko, Melikşah dilketiya wî Wefa ji kurê xwe re biriye. [1666 alakom_folklor] Mehr dema diçe bajarê Melikşah, mêze dike ko dîlan û dewata Wefayê tê kirin. [1667 alakom_folklor] Ew dilketiya xwe ji nav govendê direvîne. [1668 alakom_folklor] Mirovên Melikşah pey wan dikevin, di rê de wan herduyan jî didin ber gullan, dikujin. [1669 alakom_folklor] Destana ko, cengawerî, egîtî, welatparêzî û mêrxasiya jinên kurd bi vekirî pêşkêş dike, destana Dimdim e. [1670 alakom_folklor] Ev destana bi navekî mayî destana Xanê Lepzêrîn an jî destana Xanê Cengzêrîn tê nasîn. [1671 alakom_folklor] Di destanê de li dijî ordiyên Faris di nav kelakê de berxwedana gelê kurd tê zimîn. [1672 alakom_folklor] Ev bûyera wek bûyereke dîrokî li dorberê kela Dimdimê di sala –-an de qewimiye. [1673 alakom_folklor] Kurdan li dijî hêzên şah Abbas I şer kirine. [1674 alakom_folklor] Dema ordiyên Faris êrîşê dibine li ser vê kelê, kurd di hundirê kelê de dicivin, bi mehan li ber xwe didin, teslîm nabin, heta ko koka wan tê. [1675 alakom_folklor] Di gelek şaxên vê destanê de em rastî berxwedan û tekoşîna jinên kurd jî tên, ew di vê berxwedanê de bi aktîfî cih digrin. [1676 alakom_folklor] Bi taybetî di dawiya destanê de diya Xanê Lepzêrîn, jin, bûkên wî û jinên mayî bi cengawariya xwe ve çavê dijmin gelek ditirsînin. [1677 alakom_folklor] Ji bo ko ew bi can nekevin destê hêzên neyar, dema dijmin dixwaze dikeve kelê, ew bi destê xwe êgir berî xwe didin, xwe dişewitînin. [1678 alakom_folklor] Di şaxeke vê destanê de, jina Xan bi qîrînan ve gel hişyar dike û dibe pêşeng. [1679 alakom_folklor] Di şaxeke mayî de vê carê diya Xan li mirovan şîretan dike, navê wê Guher Xanim bûye, ew nîşan dide ko mirin ji teslîmbûnê çêtir e. [1680 alakom_folklor] Angorî gotinên Guher Xanimê herkes tivdarekê xwe dike û xwe amade dike. [1681 alakom_folklor] Dîsa di vê şaxê de dema jina Xan mêze dike wekî dijmin hewl dide, bikeve hundirê kelê, ew êgir berdide cebirxana kelê, kela ji nêşkêva diteqe, di nav dumanê de dimîne, navê wê angorî vê şaxê destanê Asîme Xanim bûye. [1682 alakom_folklor] Ji aliyê din bûyera kela Dimdimê derbarê dîroka tevgera jinên Kurdistanê de jî bûyereke giring e. [1683 alakom_folklor] Ji ber ko ev bûyera him wek berhemeke folklorîk, him jî wek bûyereke dîrokî tê zanîn. [1684 alakom_folklor] Civata kurd timê bi jinên cengawer û bêtirs ve serbilind bûye. [1685 alakom_folklor] Ew timê hatine pesinandin. [1686 alakom_folklor] Di destana Rustemê Zal de, em rastî çend jinên wisan hêzdar tên. [1687 alakom_folklor] Ji van jinan yek jî ew keça bi navê Rûdeve ye. [1688 alakom_folklor] Tu pelewana pê nikaribû. [1689 alakom_folklor] Ew û bavê Rustem gulaş digrin, ew zora Zal dibe û Zal bi wê re dizewice. [1690 alakom_folklor] Paşê Rûdewe diwelide, Rustem jê dibe. [1691 alakom_folklor] Di şaxeke mayî de, dema Rustemê Zal dinêre, keça wî li pêşberî xulamê wî Gurgîn pozê xwe xar dike, dibêje ezê te bikujim. [1692 alakom_folklor] Keça wî kincê pelewanan xwe dike, diçe dikeve şikeftê serê dêwekî jê dike. [1693 alakom_folklor] Ew dêwê ko berê Rustem bi xwe cesaret nekiriye serê wî jê bike. [1694 alakom_folklor] Piştî vê bêtirsiya keça xwe, ew dibêje »heyfa vê qîzê ez bikujim«, paşê dest ji kuştina keça xwe ber dide. [1695 alakom_folklor] Di destana Rustemê Zal de, jin, bûk û keç hertim bi destê Rustem tên rizgar kirin, dema ew dikevin tengasiyê, cara pêşîn ew xwe davêjin li ber bextê Rustem. [1696 alakom_folklor] Ji ber ko ew pelewan e, kes nikare nêzîkî mala wî bibe. [1697 alakom_folklor] Ew dibe parêzkarê jinên bindest, gelek caran wan xelas dike. [1698 alakom_folklor] Dema dêwê firinde jina yekî direvîne, xarziyê wî Bêjeng, vê jinê ji dest dêw xelas dike, teslîmî mêrê wê dike. [1699 alakom_folklor] Di şaxeke mayî de, Rustemê Zal dibe serdewatiyê kurê Selmiyanî Sind, tivdarekê xwe dike, diçe dewatê, xeber tê ko Dêwê Heftserî (tenê serîkî wî hebûye, serê din bi kincan ve çêkirine) bûk revandiye, ji xwe re biriye. [1700 alakom_folklor] Navê bûkê jê şimikzêr bûye. [1701 alakom_folklor] Ew lêdixe Dêwê Heftserî dikuje, bûkê hildide, vedigere tê dighêje cihê dewatê. [1702 alakom_folklor] Di şaxeke mayî, xortek keçekê direvîne, tîne mala Rustemê Zal. [1703 alakom_folklor] Pismamên keçikê davêjine li ser mala Rustem. [1704 alakom_folklor] Rustem bi wan re dikeve şer, lê belê Rustem zora wan dibe, ji wan gelek şunda direvin. [1705 alakom_folklor] Paşê Rustemê Zal, xort û keçikê di mala xwe de xweyî dike. [1706 alakom_folklor] Di gelek şaxên destana Rustemê Zal de dema Rustem pey dijminê xwe dikeve an jî dixwaze yekî/yekê xelas bike, cara pêşîn ew diçe dibe mêvanê pîrejinekê, bi wan dişêwire, gotinên wan ji xwe re dike şîret. [1707 alakom_folklor] Ew, gelekî alîkarî û piştgirtiya Rustemê Zal dikin. [1708 alakom_folklor] Welatê şahiyê [1709 alakom_folklor] Çawa tê xuyan hemû ev destanên kurdî bi mirin û kuştinê ve diqedin. [1710 alakom_folklor] Him destanên evînê yên romantîk, him destanên namûs û helaliyê, him jî destanên cengawariyê li ser van pêwendiyên tirş û tal û bûyerên tradejîk ava dibin. [1711 alakom_folklor] Jinên kurd jî çawa em dibînin ji van bûyeran nesîbê xwe distînin û zû-zû nagihêjin mirazê xwe. [1712 alakom_folklor] Evîna navbera du kesan ji ber gelek dijwariyan naçe sêrî û sernakeve. [1713 alakom_folklor] Destana ko di naveroka wê de mirov rastî rêça mirin û kuştin û malwêrankirinê nayê, destana Sêva Hecî ye. [1714 alakom_folklor] Di vê destanê de dilê kesî ji tu kesî namîne, kêm û zêde her kes dilşa ye. [1715 alakom_folklor] Warên ko bûyerên destanê tê de derbas dibin wek cenneteke derewîn û welatê xweşiyê, şahiyê timê mirov bi mirazê xwe şa dibin. [1716 alakom_folklor] Piştî sefereke dûr û dirêj bi zehmet, bav Sêva Hecî dide Mîr Mehmûdê Cindî. [1717 alakom_folklor] Ew, dema dilketiya xwe Sêva Hecî dibe welatê xwe, di rê de rastî şivanekî tê, ew şivan, şivanê mala bavê Sêva Hecî bûye. [1718 alakom_folklor] Heft sal şivantiya wan kiriye, angorî gotinên Sêva Hecî bavê wê biryar girtibû wekî piştî salekê keça xwe bide vî şivanî. [1719 alakom_folklor] Bo vê yekê jî gunê Sêva Hecî gelekî li vî şivanî tê, dilê wî jî di Sêva Hecî de hebû ye. [1720 alakom_folklor] Mîr Mehmûdê Cindî ji ber zanebûna êş û jana dilan, dibêje dergistiya xwe wekî ramûsanekê bide şivîn û xatirê xwe jê bixwaze. [1721 alakom_folklor] Demek be jî Sêva Hecî û şivan hev radimûsin. [1722 alakom_folklor] Çend sal derbas dibin, ji Sêva Hecî re keçek dibe, navê wê datînin Sêva Sêvê, ew keç mezin dibe, dibe keçeke xama. [1723 alakom_folklor] Ew şivanê ko demeke berê bibû evîndarê Sêva Hecî, hê Sêva Hecî ji bîr nekiribû. [1724 alakom_folklor] Rojekê diçe Sêva Hecî birevîne. [1725 alakom_folklor] Wê çaxê xeberê hildide ko keçeke wê bûye. [1726 alakom_folklor] Vê carê tînin vê keçikê Sêva Sêva didine vî şivanî, ew jî dighêje mirazê xwe. [1727 alakom_folklor] Di şaxeke mayî ya vê destanê de çawa em dibînin, Mîr Mehmûdê Cindî bi Gulçîçeka Dilan re jî dizewice, wê jî bi xwe re dibe. [1728 alakom_folklor] Gulçîçeka Dilan ji der dîtina qeytana Hemedanê (ji bo çavê bavê Sêva Hecî bibîne, wî nikaribûya bidîta), keçekê jî bavê Sêva Hecî re tîne. [1729 alakom_folklor] Çawa tê xuyan hemû kesên ko di vê destanê de hene, hemû jî dighêjin mirazê xwe, dilşa dibin, dilê tu kesî ji kesî namîne. [1730 alakom_folklor] Bavê Sêva Hecî, Sêva Hecî, keça wê Sêva Sêva, Mîr Mehmûdê Cindî, şivan, Gulçîçeka Dilan hemû bextewar in, destan bi tehrekî dilşa diqede. [1731 alakom_folklor] Destaneke mayî ko bi şahiyê ve diqede jî, destana Behram û Gulendam e. [1732 alakom_folklor] Dema Behram ji raw û nêçîrê vedigere, di rê de rastî dewrêşekî tê. [1733 alakom_folklor] Navê wî Şah Mensûr bûye. [1734 alakom_folklor] Ew padişahê Helebê bûye. [1735 alakom_folklor] Behram mêze dike, rewşa Mensûr şah qet ne baş e. [1736 alakom_folklor] Di ber dilê wî de tê û sedemên bedhaliya wî jê dipirse, ew dibêje derdê dila ye. [1737 alakom_folklor] Piştî van gotinan ew ji berîka xwe du sûretan derdixe yek Gulendam e, yek jî sûretê Firîdayê bûye. [1738 alakom_folklor] Gulendam û Firîda pismamê hev bûne û gelek bedew bûne. [1739 alakom_folklor] Ji her derê kes dihatine dîtina wan. [1740 alakom_folklor] Dilê Mensûr di Firîdayê de hebûye. [1741 alakom_folklor] Dema ew van sûretan nîşanî Behram dide, Behram wê dibîne hişê serê wî diçe û dibe evîndarê Gulendamê. [1742 alakom_folklor] Bi vî tehrî Behram û Mensûr şah dibine heval, pey rêça Gulendam û Firîdayê dikevin. [1743 alakom_folklor] Piştî rêwîtîke dirêj û zehmet, ew digihêjin mirazê xwe. [1744 alakom_folklor] Gulendamê didine Behram, ji ber ko gelek mêrxas bûye. [1745 alakom_folklor] Gotinên wî timê dihatin qebûl kirin, li ser daxwaziya Behram, Firîdayê jî didine Mensûr Şah. [1746 alakom_folklor] Çil rojan û çil şevan dîlan û şahiya dikin. [1747 alakom_folklor] ) Qanadê Kurdo, Beytêd Kurdî (destnivîs, xebateke neçapbûyî). [1748 alakom_folklor] Qanadê Kurdo, ev berevoka destanên kurdî berî mirina xwe amade kiriye, di nav vê destnivîsê de heft destanan cih girtiye, ji aliyê din bo vê xebatê pêşgotinek jî nivîsiye. [1749 alakom_folklor] Di nav van destanan de çar destan, ji zaravê soranî wergerandiye zaravê kurmancî. [1750 alakom_folklor] Ev herçar destan cara pêşîn, ji aliyê Qadirî Fettahî Gazî de li Iranê di nav weşanên Unîversîta Tebrîzê de hatine weşandin, wek Ferx û Astî, Şor Mehmûd û Merzingan, Mehr û Wefa, Behram û Gulendam. [1751 alakom_folklor] Qanadê Kurdo sê destanên ko newerger in, wek Elî şêr, Zembîlfiroş, Hespê Reşj î aniye di nav vê berevoka bi navê Beytêd Kurdî de cîwar kiriye. [1752 alakom_folklor] Angorî her destanekê hejmara rûpelan dayê, wek pirtûk hejmar nedane rûpelan. [1753 alakom_folklor] ) Oskar Mann, Die Mundart der Mukri Kurden I–II, Berlin, , . [1754 alakom_folklor] Oskar Mann di cildê yekemîn de çend destanên ko di nav kurdên Iranê de belav bûne, civandiye, bi kurdî, bi tîpên latînî çap kiriye. [1755 alakom_folklor] Di cildê duwemîn de jî, Almaniya van destanan cih girtiye, + rûpel. [1756 alakom_folklor] Ev xebata, di dema xwe de xebateke here fireh û pêşîn e ko li ser destanên kurdî hatiye amade kirin. [1757 alakom_folklor] ) Heta niha çend şaxên Leyla û Mecnûnê yên folklorîk hatine berev kirin. [1758 alakom_folklor] Heciyê Cindî, Kurdskî Epiçeskie Pesni-Skazkî (Beyt-Serhatiyêd Kurdî Yên Epîkî), Moskova, , rûp. [1759 alakom_folklor] – (Di vê şaxê de navê destanê Leylî û Mecrûn derbas dibe).Ordîxanê Celîl, Celîlê Celîl, Zargotina K’urda, Erîvan, , rûp. [1760 alakom_folklor] – (Di vê şaxê de navê destanê Leyl û Mecrûn derbas dine). [1761 alakom_folklor] Ji aliyê din çend şaxên vê destanê yên edebî jî hatine nivîsîn. [1762 alakom_folklor] Ji van şaxan yek ji aliyê Xarîs Bîtlîsî de, di sala ’an de hatiye nivîsîn. [1763 alakom_folklor] Ev şaxa paşê di di sala ’an ji aliyê M. [1764 alakom_folklor] B. [1765 alakom_folklor] Rudenko de ji nû ve li Moskova çap bûye. [1766 alakom_folklor] Paşê şaxeke vê destanê ya edebî bi firehî ji aliyê Şêx Mihemed Can de, li dora sala ’an de hatiye nivîsîn û bi tîpên latînî ji nû ve ji aliyê Zeynelabidîn Zinar de hatiye çap kirin: Şêx Mihemed Can, Leyl û Mecnûn, Stockholm, . [1767 alakom_folklor] Di stranên kurdî de navçeke erotîk: memik [1768 alakom_folklor] Di nav sedsalên bihurî da civata kurdî bi çi çavî pirsa jinan nihêriye? [1769 alakom_folklor] Bi alîkariya materiyalên folklora kurdî mirov dikare bersîva vê pirsê jî bide. [1770 alakom_folklor] Jina kurd heta ji destê wê hatiye, ya xwe kiriye, dema xwastiye, bi dilketiyê xwe re reviye, bi vê yekê ve mirov dikare bibêje hemû dijwarî û tengasiyên li pêşiya xwe protesto kiriye. [1771 alakom_folklor] Ev meteloka jêrîn vê dilsoziya jinên kurd gelek baş eşkere û îspat dike: reva jinê edetê dinê. [1772 alakom_folklor] Lê belê ew dorgirtina civakî, aborî û polîtîk timê riyên xelasiyê ji wê re girtine û çembera li dor wê her çûye teng bûye. [1773 alakom_folklor] Ji aliyê din jina kurd stoyê xwe li hemberî van êrîşan xar nekiriye. [1774 alakom_folklor] Bi taybetî êrîşên feodalî, nîv-feodalî qet nebe bi saya folklor, stran, destan, gotinên pêşiya û berhemên mayî hatine protesto kirin. [1775 alakom_folklor] Jinan bi kêmanî di folklorê de ji xwe re textek ava kirine, deng û rûmeta xwe bi saya van berheman bilind kirine. [1776 alakom_folklor] Dema mirov naveroka stranên kurdî raçav dike, mirov dibîne ko tema evînê, temake here xurt e. [1777 alakom_folklor] Di nav vê temayê de, motîva memikên jinan cihekî bi taybetî pêk tîne. [1778 alakom_folklor] Tu beşeke bedena jinê di folklora kurdî de wek memikan motîveke wisan xurt û rengîn nîne. [1779 alakom_folklor] Di çend stranan de em rastî motîva lêvan jî tên. [1780 alakom_folklor] Lê belê lêv wek memikan ewqas ne balkêş in, di planeke duwemîn de dimînin û gelek caran bi peyva ramûsanê ve dikevine zikê hev, gazî hev dikin. [1781 alakom_folklor] Hejmara van stranên ko li ser memikan şax vedane, di zargotina (folklor) kurdî de digihêje dereceke bilind. [1782 alakom_folklor] Kêm û zêde her straneke kurdî ya ko li ser evînê û viyanê hatiye gotin, tê de qala memikan tê kirin. [1783 alakom_folklor] Ev stranan di nav folklora kurdî de bingehên edebiyateke erotîk ya xurt pêk tînin. [1784 alakom_folklor] Bêguman nîşanên pêl û cereyaneke erotik bi tehrekî baştirîn di stranên kurdî de xwe nîşan dide. [1785 alakom_folklor] Di van stranan de hemû motîv û nîgarên derbarê memikan bi zimanekî gelek bilind, folklorîk û giranbiha ve tên pêşkêş kirin, wek misal, keç timê dixwaze dilketiyê xwe wek »dost« bibîne, keç wî wek »mêvan« bi nav dike û evînê li ser her tiştî re dibîne, malê dinyayê davêje alîkî: [1786 alakom_folklor] Ha wer delal [1787 alakom_folklor] Emîno kuro, tu şevkê [1788 alakom_folklor] Were mala bavê min mêvanî, [1789 alakom_folklor] Tu were tewafa cotê memikê mi zeriyê, [1790 alakom_folklor] Ji ter re pir xweştir e, ji axatiya Remaniyê... [1791 alakom_folklor] Çavê min li rênga te qerimî [1792 alakom_folklor] Lawiko, were de tu were, [1793 alakom_folklor] Bira serê min qurbana serê te be, [1794 alakom_folklor] şevek şevên van payîzan, [1795 alakom_folklor] Mêvanê sîng û berê dosta xwe be... [1796 alakom_folklor] Erotîsîzm bi taybetî di stranên kurdî yên evînê de gelek xurt e. [1797 alakom_folklor] Di nav van stranan de mirov nikara rastî şop û rêçên vulgarismê û devjiheviyê bê, ebesor û pêxas, efrandarê van stranan nînin, gel bi xwe ye. [1798 alakom_folklor] Ji aliyê din dema mirov van stranan baş analîz dike, ew ji sînorê motîvên pornografîk dûr dimînin. [1799 alakom_folklor] Çawa tê zanîn armanca »edebiyata pornografîk« qamcîkirina hîsên xwendevanan yên cînsî ne. [1800 alakom_folklor] Lê ev stranên kurdî, bi hêjabûna xwe, ji sînorê vê edebiyata pornografîk gelek dûr ketine. [1801 alakom_folklor] Her çiqas carina sînorê navbera efrandinên erotîk û pornografîk dem dem zirav dibin jî, lê belê çawa em dibînin van stranan hêjatiya xwe ya edebî wek tê xuyan bi dirêjiya salan winda nekirine, ev yeka jî bi serê xwe pîvanek e. [1802 alakom_folklor] Wek misal di nav mîtolojiya kurdî de, mêrxasa destana Mem û Zîn ya jinîn û keça Kurd Zîn, mirov çawa lê dinêre mîna Xwedake wek Erosa Yunanî û Amora Romenî bûye nîşana evînê û bi salan li ser zar û zimanê kurdan digere, ji rûmeta xwe tu tiştek winda nekiriye. [1803 alakom_folklor] Dema gilî ji Mem û Zîn hatiye vekirin, di berhema Ahmedê Xanî de em rastî çend îfadeyên li ser memikan jî tên, wek »keçên memikhinar« û »keçên memikgilover«... Ev yeka jî nîşan dide ko, tema memikan ji berê de di nav edebiyata kurdî ya devkî û nivîskî de cih girtiye, bûye babeteke erotîk. [1804 alakom_folklor] Ji aliyê din ev dirûvlêxistinên Ahmedê Xanî, çawa emê paşê jî bibînin, di warê navkirina formên memikan de cihekî bingehî digrin. [1805 alakom_folklor] Peyveke erotîk: memik [1806 alakom_folklor] Memik nîşana, zanav, kîtiya (huviyet) jinan e. [1807 alakom_folklor] Bi salan di nav her çiqlê hinerên cida de memik wek nîşana bereket û bedewiyê hatiye hesibandin. [1808 alakom_folklor] Ji der fonksîyona memikan ya mijandina zarokan, fonksîyona memikan ya here mezin bêguman erotîk e. [1809 alakom_folklor] Wek baqe gulên ko dema mirov serê xwe dixe nav, bîn dike, bi bîn û nermikiya wan mest û serxweş dibe, memik wisan di jîyîna mirovî ya cînsî de bandûrhişt in û roleke gelek mezin dilîzin. [1810 alakom_folklor] Bi taybetî memikên keçan wek dewlemendî û zeynetekê hatine hesibandin. [1811 alakom_folklor] Ev bedewiya memikan bûye babeta metelokeke kurdî jî: memikên qîza zeynet in / kelaxê pîrê robet in. [1812 alakom_folklor] Di vî warî de bêjebendeke kurdî jî me gelekî ronî dike: memkê xatûnê. [1813 alakom_folklor] Bêjebenda »memkê xatûnê« bi taybetî ji bo tiştên xweşik tê bi kar anîn. [1814 alakom_folklor] Dîsa gotineke pêşiya, ev beşê bedenê, hêjayî beşê herî bedew dîtiye, wek pîvan hatiye hesibîn: dilê tirsonek sîngê gewr nabîne. [1815 alakom_folklor] Ji bo bal û dêna mêran bikşînin li ser xwe, jinan hertim mezinbûna »taxima memikan«ji xwe re kirine pîvan û nîşaneke jinîn. [1816 alakom_folklor] Bi saya memikên xwe yên mezin, jinan xwastine jîyîna seksuel hin jî seksueltir bikin. [1817 alakom_folklor] Di çîroka pêşketina mirovatiyê de çawa em dibînin nîşandayîna memikan di sedsalên kevn de gelek hêsa bûye û ev rehetiya jinan tu wext nebûye sedemê serêşîke civakî. [1818 alakom_folklor] Heta niha jî carcar çawa em di televîzyon, rojnama û kovaran de dibînin jinên çend êl û eşîrên afrîkî bêtirs û bêşerm memikên xwe dikarin nîşan bidin. [1819 alakom_folklor] Gelo bermayîn û nîşanên vê toleransa berî hezar salan çiqas şop û rêçên xwe di nav stranên kurdî de hiştine? [1820 alakom_folklor] Her çiqas bersîva vê pirsê armanca lêkolîna me nîn be jî, lê belê ev lêkolîna qet nebe bersîvdayîna vê pirsê hêsantir dike an jî dibe referanseke folklorîk. [1821 alakom_folklor] Di zimanê kurdî de gelek peyvên ko cihê memikan digrin, hene. [1822 alakom_folklor] Bikaranîna van peyvan, angorî fonksîyona memikan li gelek cihên Kurdistanê diguhirin. [1823 alakom_folklor] Peyva memik ji peyveke latînî tê: ango ji peyva mamma. [1824 alakom_folklor] Di gelek zimanan de ev peyva li cihê dê/dayîk jî tê bikaranîn, dema zarok gazî dayîkên xwe dikin, dibêjin »mama«... Ji ber ko memikên mêran kor bûne, pêş da neçûne, piçûk û bêfonksîyon mane, çawa em dibînin pêwendiyên peyva memik û mêran qet tune ne. [1825 alakom_folklor] Di hin zimanan de xwarinên ko ji bo zarokan amadebûne, tên firotin jî, bi »mama« tên bi nav kirin. [1826 alakom_folklor] Bi kurtî bingehên van hemû peyvan diçin digêjine peyva »mamma«: (dê/dayîk). [1827 alakom_folklor] Di zimanê kurdî de çend peyv hene ko gelek dişibînîn peyva mamma, wek mak (zaravê kurmancî), mad (zaravê dimilkî). [1828 alakom_folklor] Ji ber ko zimanê kurdî, zimanekî indo-ewropî ye, çawa em dibînin qet nebe koka van hemû peyvan wek hev e. [1829 alakom_folklor] Di zimanê farisî de jî, çawa tê zanin li şuna dê/dayik peyva mader tê bi kar anîn, ew jî nêzîkî peyva mamma ye. [1830 alakom_folklor] Ev peyva latînî angorî avahiya zimanê kurdî, bi alîkariya formê diminutif (bi saya parkîta -ik) bûye: memik. [1831 alakom_folklor] Di zimanê kurdî de li şuna memik carcar jî ev peyvan tên bi kar anîn: çiçik, bistan, sîng, pêsîr, paşil, sîngber, guhan, hingil... Peyvên guhan û hingil zêdetir di zimanê argoyê de, di zimanê ebesor û pêxasan tê bi kar anîn. [1832 alakom_folklor] Ji aliyê din, çawa tê zanîn peyva guhan bi taybetî ji bo memikên heywanan tê bi kar anîn, wek guhanên çêlekan. [1833 alakom_folklor] Peyvên pêsîr û paşil her çiqas li şuna memik tên bi kar anîn jî, ev peyvan zêdetir wek beşeke bedenê an jî bona kincên li dorberê memikan, derbas dibe, wek »pêsîra xwe bigre!« (ango bişkokên li dorberê memikan bigre), an jî »perên xwe têxe paşila xwe!« (wek cihekî parastina tiştan)... Di çend stranên kurdî de emê çawa paşê jî bibînin wek misal mirov rastî îfadên wek »paşil tijî xurme ye« û »paşil tijî êmîşe« tên... Li vir peyva »xurme« û »êmîş« bi tehrekî sembolîk memikên jinan îfade dikin. [1834 alakom_folklor] Angorî cih û dema karanîna van peyvan maneyên wan jî tên guhirîn. [1835 alakom_folklor] Bi vî tehrî mirov dikare ji bo mêran jî peyvên pêsîr û paşil bi kar bîne. [1836 alakom_folklor] Li çend cihan misal wek dorberê Qonyayê li şuna zarok dema jîr ji memikên diya xwe dimêje, ew dibêjin »pêsîr dimije«... Di gelek stranên kurdî de em rastî îfada »sîng û ber« tên, ji vê îfadê em jê derdixin ko qala memikan tê kirin. [1837 alakom_folklor] Peyva sîng him ji bo beşê bedenê yê jorîn (ji qirikê heta nava mirovan), him jî, ji bo cotê memikan tê bi kar anîn. [1838 alakom_folklor] Di gelek zimanan de him ji bo vê beşa bedenê, him jî ji bo cotê memikan tenê peyvek tê bi kar anîn, lê belê di kurdî de gelek peyv hene. [1839 alakom_folklor] Çawa em dibînin di zimanê kurdî de carcar ev beşan bi du peyvan ve tên bi nav kirin: sîng û memik. [1840 alakom_folklor] Ev peyvan wek du peyven hevnaverok (sînonîm) jî tên bi kar anîn. [1841 alakom_folklor] Bi kurtî bi peyvên memik û sîng wek du peyvên evînê û erotîk di stranên kurdî de zêdetir derbas dibin. [1842 alakom_folklor] Di gelek stranên kurdî de em rastî îfade »sîng û ber« jî tên. [1843 alakom_folklor] Gelo peyva ber ji ko tê? [1844 alakom_folklor] Di zimanê kurdî de peyva ber carcar ji bo fêkiyan û ji bo »pêş« (wek beşê pêşîn yê bedenê!) tê bi kar anîn. [1845 alakom_folklor] Dema mirov maneyên vê peyvê bi memikan ve girê dide, mirov rastî şopên hevgirêdanekê tê, di vê navkirinê de mantiqekê jî dibîne. [1846 alakom_folklor] Di zimanê devkî de her çiqas peyva çiçik li şuna memik tê bi kar anîn jî, di zimanê nivîskî de em ewqasî rastî vê peyvê nayên. [1847 alakom_folklor] Di stranên kurdî qasî memikan, em rastî îfada serê memikan (bi latînî mamillan) jî tên. [1848 alakom_folklor] Serê memikan him ji aliyê tehr, reng, tam, him jî bi fonksîyonên xwe ve di van stranan de cihekî taybetî digrin. [1849 alakom_folklor] Çawa tê zanîn li dora serê memikan beşeke wek baxçekî ji gupik û xalan pêkhatî jî heye, jê re bi latînî dibêjin »areola mammae« ( baxçê xalan). [1850 alakom_folklor] Di straneke kurdî de qala vî »baxçê gulan« tê kirin: »Taximê sîng û berê Eyşana min gihiştine / xalên zer û sor ketinê«. [1851 alakom_folklor] Di çend stranan de em rastî îfada »xal û xetê memikan« tên, ev îfada wisan tê xuyanê ko ji bo van gupikên li dora serê memikan cih digrin, hatiye bi kar anîn. [1852 alakom_folklor] Pêşkêşkirina memikan [1853 alakom_folklor] Di stranên kurdî de tiştê herî balkêş, piraniya stranên ko li ser memikan hatine gotin, ji devê jinan derketine. [1854 alakom_folklor] Ev yeka derbarê şkandina çend tabûyan, cihê jinan û derbarê aktîfbûna jinan di pêwendiyên cînsî de an jî derbarê rola wan di civatê de, me gelekî ronî dikin. [1855 alakom_folklor] Di çend civatên islamî de li ser memikan peyivîn, stran gotin û besndayîna wan ewqas hêsa nebûye, wek çawa di zimanê tirkî de jî tê xuyan tema memikan, temake ewqas berbiçav, xurt nîne, wek stranên kurdî ewqas bi vekirî ev tema di stranên tirkî de cih nagire. [1856 alakom_folklor] Gelo mirov ji serdemên kevn heta niha vê yekê wek serdestîke jinan dikare bihesibîne an jî nîşan bide? [1857 alakom_folklor] Bersîva vê pirsê babeta vê lêkolîna me nîn be jî, lê belê ev yeka babeteke gelek balkêş û hêjayî lêkolîneke berfireh e. [1858 alakom_folklor] Dema dilê keç/jineke kurd dikeve yekî, li ser bangîn dibe cara pêşîn di van stranan de, em dibînin ko ev jin memikên xwe pêşkêşî dilketiyên xwe dikin, destûrekê derdixib, hemû tirsê ji ser xwe davêjin û memikên xwe pêşkêşî »helaliyê canê xwe« an jî »xelqê delal« û »xelqê têlî« dikin. [1859 alakom_folklor] Jin van dilketiyan di kategorîke taybetî de (xelqê delal, xelqê telî) cîwar dikin û dilketiyên xwe ji ser her kesî re dibînin: [1860 alakom_folklor] Dewrêşê Evdî [1861 alakom_folklor] Minê destmala sor gul-gulî anî, [1862 alakom_folklor] Çifta zer memika navda girêda Û ber delalê dilê xwe pêşkêş danî... [1863 alakom_folklor] Ahmedo ronî [1864 alakom_folklor] Ahmedo ronî, heyran navê min Besna ye, Tilî, pêçiyê mine, marmutî al şema ye, Sîng û berê min evdala xwedê koşk sera û çîma ye, Serê qiranê pezê xwe serda gêr ke, Minê hemdê xwe te re destûr daye... [1865 alakom_folklor] Ji bo ko delaliyên xwe dilşa bikin, jin hemû imkanên xwe pêşkêş dikin, pêşkêşa here giranbiha, bêguman di van stranan de cotê memikan e. [1866 alakom_folklor] Ji ber vê yekê jî gaziyên jinan tehrê xwe diguhirînin, rengekî erotîk werdigrin. [1867 alakom_folklor] Di vê strana jêrîn de de çi ji destê jinê tê pêşkêş dike: [1868 alakom_folklor] Hey lo lo delal [1869 alakom_folklor] De lê lo heyran Wezê delalê malê birêkim, Wezê taştêkê ji delaliyê malê re çêkim Wezê temamê rûnê Xinisan jê re lêkim, Eger qîma delalê malê pê neyê Wezê cotê memikan jê re pêşkêş kim. [1870 alakom_folklor] Hey lo lo delal.. De lê lo heyran, Berîka Mêrdînê berîkî dûz e. [1871 alakom_folklor] Pozê Qerecdaxa şewitî li serda xûz e. [1872 alakom_folklor] Nava sîngê mehbûbê min, evdalê Temam zîv û zêr û altûn e... [1873 alakom_folklor] Dema kesek mizgîniya hatina lawikê (dilketiyê) keçekê jê re bîne, keçik dikare! [1874 alakom_folklor] ji cotê memikan yekî pêşkêşî kesê ko mizgînî aniye, bike. [1875 alakom_folklor] Ev yeka bêguman xurtbûna evîn û hezkirina dilketiyan nîşan dide, misala kesê mizgîn tîne çawa tê xuyan ne dilketiyê keçikê ye, lê belê ew dikare memikekî xwe pêşkêşî wî kesê xerîb! [1876 alakom_folklor] bike (bêguman tenê bî riya folklorê), ev yeka jî, di realîtê de xurtbûna evîna jinê temsîl dike: [1877 alakom_folklor] Lawiko qurba, Girîdaxa berbi welat, [1878 alakom_folklor] Heçî kesê bibêje -Gede lawikê te hat, [1879 alakom_folklor] Ezê çevê çepê, memikê rastê [1880 alakom_folklor] Bidim pêşkêş, xelat... [1881 alakom_folklor] Di vê strana jêrîn de, vê carê keçik amade ye wekî »ramûsana rûyê rastê« jî pêşkêşî kesê salixdayî bike: [1882 alakom_folklor] Delalê beriyê [1883 alakom_folklor] Minê sonda mezin xwariye [1884 alakom_folklor] Heçî saloxekê ji delalî malê ji me re bîne [1885 alakom_folklor] Ezê bidim heft aşê mala bavê xwe rebenê [1886 alakom_folklor] Li ber çemê Nisêbînê. [1887 alakom_folklor] Eger pê razî nebû, ezê ramûsana rûkê rastê, [1888 alakom_folklor] Bidim bi mizgînî. [1889 alakom_folklor] Hey lolo... [1890 alakom_folklor] Carcar di van stranan de jin bo dilketiyê xwe hertim amade ye da lawkê wê, xwe bigihîne cotê memikan, merc û xoyan bi xwe amade dike, bêsebiriya jinan carcar ji sînoran derbas dibe. [1891 alakom_folklor] Dema ji aliyê dê/bavan de, ji aliyê mêrên xirab de tengasî û dijwarî peyda dibin, jin ji bo dilketiyê wê, xwe bigihîne cotê memikan gelekî serê xwe li ser planên cida diêşîne. [1892 alakom_folklor] Jin naxwaze kes ji vê hevdudîtinê agahdar bibe. [1893 alakom_folklor] Dema mirov rastiyê digere jina kurd evîna du kesan ser her riştî re dîtiye, ev yeka bûye wek hîmekî felsefîk: Kesê orta du dila û çar çavan xeber dide, bira xêrê-wayê qet nebîne. [1894 alakom_folklor] Dema mirov li ser van peyvên zêrîn! [1895 alakom_folklor] difikire, mirov dibîne ko jina kurd ji aliyê serbestî û daxwaziyên xwe de çiqas rehet fikiriye. [1896 alakom_folklor] Lê dîsa jin, ji ber çend dijwariyan mecbûr dibîne xwe diparêze, wek misal jin dema »hîv winda bû« dorber tam tarî bû, wê çaxê dilşa ye û êdî »fitara xwe« dike, xwe emîn dihesibîne: [1897 alakom_folklor] Hîva gundê me derketiye, hîva sava [1898 alakom_folklor] Hîv xeyidiye, tela bextê min û te re naçe ava, [1899 alakom_folklor] Lawko qurba, hîv çû ava, paşê were, [1900 alakom_folklor] De tu were, ser sîngê min evdala xwedê veke, [1901 alakom_folklor] Forma toyê pêz, mastê medaka şekir ser e. [1902 alakom_folklor] Herê de mêvan [1903 alakom_folklor] Mêvan, qurba herkê tu pirsa tamê mala bavê min dikî, [1904 alakom_folklor] Tamê herî pêşîn e, [1905 alakom_folklor] Du cêrge dîwarê wî ne [1906 alakom_folklor] Çargoşe danîne. [1907 alakom_folklor] Paşiya tewla mala bavê min qul e, [1908 alakom_folklor] Şev nîveke şevê tê de werê xarê. [1909 alakom_folklor] Herke dê û bavê min pê hisyan, [1910 alakom_folklor] Ezê bêjim - ne mêvanê sîng û berê min e, [1911 alakom_folklor] Qerewilê şevê ye, [1912 alakom_folklor] Şaş bûye, [1913 alakom_folklor] Hatiye avê digere, tî ye... [1914 alakom_folklor] Di çend stranan de hevdudîtina keç/xortan bi saya pêşkêşkirina memikan, dibe edetekî nûjen û hevdem. [1915 alakom_folklor] Çawa tê xuyan, vê carê keç li diya xwe şîretan dike û ya dilê xwe venaşêre: [1916 alakom_folklor] Were mala bavê min keçikê bi şeve, [1917 alakom_folklor] Ezê ciya ji xwe û delalê malê re daynim tev li heve, [1918 alakom_folklor] Heger diyam go: »Çi bû, çi çiriya?« [1919 alakom_folklor] Ezê bêjim: »Porkurê, edetê xort û keçê vî zemanî yek jî ev e. [1920 alakom_folklor] Yadê, îro sê ro delalê dilê min xeyîdiye, [1921 alakom_folklor] Ezê cotê memika bavêm deve«. [1922 alakom_folklor] Di nav stranên kurdî de pêşkêşkirina memikan hemû şik, dijwarî û nebaweriyên navbera jin/mêran yekten ji ortê radike, ev îfadeyên pêşkêş û xelatan mirov dikare bêje, di van stranan da dibin manîfestoyên evînê. [1923 alakom_folklor] Ji aliyê din çawa em paşê jî bibînin, jin dikarin van manîfestoyan biqelêşin û bavêjin alîkî. [1924 alakom_folklor] Ev yeka jî di folklora kurdî de nîşanên dilsarî, heznekirin û bêdiliyê raberî me dikin. [1925 alakom_folklor] Ev protesto û dijîderketinan dîsa derbarê rola jinan de me gelekî agahdar dikin. [1926 alakom_folklor] Dema jin memikên xwe pêşkêş dike, ne tenê pêşkêşkirin, carcar qala »tapokirin«ê û »tanzîm«ê jî dikin: [1927 alakom_folklor] Bavê Seyro [1928 alakom_folklor] Bavê Seyro qurba! [1929 alakom_folklor] çima tu deynakî? [1930 alakom_folklor] Her çar malê Aluca li quna diyêr demam nakî? [1931 alakom_folklor] Sîng û berê min keçikê weke bexçê Zinara Mêrdînê [1932 alakom_folklor] Ji xwe re tapo nakî... [1933 alakom_folklor] Di şaxeke vê stranê de ev wekî »tapo û tenzîm« derbas dibe . [1934 alakom_folklor] Barîkatên edebî û memik [1935 alakom_folklor] Çawa tê xuyan, dema keçekê dil kir, bêtirs dikare bi dilşahî memikên xwe pêşkêşî delaliyê canê xwe bike. [1936 alakom_folklor] Di merc û hoyên zewaca bêdil de, êdî keç vê comerdiyê nîşan nadin, ewqas »sîngvekirî« nînin. [1937 alakom_folklor] Memik para kê ye? [1938 alakom_folklor] Bersîva vê pirsê bi daxwaziya keçê ve gîrêdayî ye. [1939 alakom_folklor] Di serpêhatiya Hecî Mûsa û Gula Ermenî de, Hecî Mûsa tê protesto kirin, Gulê tê rûspî kirin. [1940 alakom_folklor] Ji ber ko Gulê naxwaze bibe jina Hecî Mûsa, dilketîkî wê heye, navê wî Miksî ye. [1941 alakom_folklor] Ev keçka Ermenî enînivîsa xwe ji zûda kivş kiriye: ...heta ez li darê dinyayê sax bim, cotê memikê min, wê ji Miksiyê lawê apê min re be... [1942 alakom_folklor] Hecî Mûsa begê ban kir: [1943 alakom_folklor] Eman Gulê ev sibe ye, xweş sibe ye, [1944 alakom_folklor] Tu kerem ke ezê biskê werim hinda te ye, [1945 alakom_folklor] Ezê maç kim cotê memikê te ye. [1946 alakom_folklor] Mirin heye, qebra tarî mala me ye. [1947 alakom_folklor] Gulê ban kir: Eman bego wer mebêje, [1948 alakom_folklor] Ji dînê bavê min re pir xerab e. [1949 alakom_folklor] Keşê rabû ji ber rahib e, [1950 alakom_folklor] Heta ez li darê dinyayê sax bim, [1951 alakom_folklor] Cotê memikê min wê Miksiyê lawê apê min re be... [1952 alakom_folklor] Di çend stranan de, dema dilketiyê keçekê ji meydanê vedikişe, bar dike an jî diçe dilovaniya xwe, keç sond dixwe wekî êdî sîng û berê xwe veneke, ji bo bîranîna dilketiyê xwe, ew mecbûr dimîne vê gavê davêje: ...Ezê sîngê xwe bikim hepisxane / Destê xelqê neçe nav memikan. [1953 alakom_folklor] Venekirina memikan di dawiyê de dibe beşeke şînê: [1954 alakom_folklor] Ez ad dikim, paşî te ez sîng û beran venakim, Por û guliyan şe nakim, Bisk guliyan dirêj nakim ji badanê, [1955 alakom_folklor] Çavan kil nadim ji kildanê... [1956 alakom_folklor] Di çend stranan de çawa pêş da tê, jin dikarin heta roja mirinê sîng û berê xwe perde kin, veşêrin, çarmedora sîng biparêzin. [1957 alakom_folklor] Ji bo ko kesekî mayî destê xwe dirêjî sîng û beran neke, derî û kulekan digrin. [1958 alakom_folklor] Jin çeperan, heseran dikşînin dora memikan, wek bax û bostanekî. [1959 alakom_folklor] Lê belê dema dil kir, wê çaxê her tişt diguhire: [1960 alakom_folklor] Kerem ke jorê bibe ezîz mêvane, [1961 alakom_folklor] Ji seferê hatî, eziyet dîne, ezebê girane, [1962 alakom_folklor] Emê şermiyê bavêjin ber piyane, [1963 alakom_folklor] Gerdana min kupî hingivîne, [1964 alakom_folklor] Şirîn-şirîn bimijîne. [1965 alakom_folklor] Perda edebê ji ber hilîne, [1966 alakom_folklor] Bax û bostanê min gihiştîne. [1967 alakom_folklor] Hesar kirî bo te min hiştine, [1968 alakom_folklor] Bikeve nave, gul sosinan jê biçîne... [1969 alakom_folklor] Di van xetan de derbasbûna »perda edebê ji ber hilîne« û »emê şermiyê bavêjin alîkî ber piyane«, wek du nîşanên serbestî û rehetiya jiyana seksuel gelek giring in. [1970 alakom_folklor] Hildana perda edebê mirov dikare wek çend nîşanên jîyîna evîndariyê û jîyîna seksuel yên here bingehî, here radîkal bihesibîne. [1971 alakom_folklor] Dema mirov li ser pêwendiyên jin û mêran yên cînsî difikire, ev rêzan gelek hînkar û perwerdekar in. [1972 alakom_folklor] Fonksiyonên memikan yên din [1973 alakom_folklor] Memik wek destxistina hewcedariyên seksuel organeke bingehî e, ji bo ko herdu alî (jin û mêr) di warê seksual de têr bin, xwe rehet bihesibînin, memik roleke mezin dilîzin, ev wek fonsîyona memikan ya yekemîn dikare bê nav kirin. [1974 alakom_folklor] Bi memikan şabûn, maçkirina wan, tevdan, gezkirin, birin û anîn û mizdana wan, rehetîke mezin dide herdu aliyan. [1975 alakom_folklor] Ji der vê fonsiyona memikan, dengbêj çend fonksiyonên mayî jî spartiye memikan an jî memik dibin nîşanên hewcedariyên mayî, wek derman, xarin û vexwarin û mijûlî... [1976 alakom_folklor] A. [1977 alakom_folklor] Wek Derman: Ji bo qenckirina birînên mêrên xwe, dilketiyên xwe, di çend stranan de çawa em dibînin jinan xwastiye memikên xwe bikin derman û melhem têxin devê birînan. [1978 alakom_folklor] Him mêr, him jî jin her yek ji aliyê xwe de gihiştiye bawerîkê: memik derman e. [1979 alakom_folklor] Ji bo ko ber dilê birîndar de bê, stranbêja jinîn ji ser cotê memikên xwe re tu tiştekî giranbiha nedîtiye wekî pê bîrînên birîndaran bipêçe: [1980 alakom_folklor] Bavê Fexro [1981 alakom_folklor] Ez çûme Bolindê Sebriyê Hecî ne li mal e, Dibên li şerê tirka, li pira Batmanê birîndar e, Nizanim çi steqlala Şêx Sehîd, fermana kurdan rabûye, Berê Sebrî tev birine dane elemane, Ditirsim birîna Sebriyê Hecî li binya xetê, Bê hekîm û bê derman e, Minê cotê zermemikê xwe biqelaşta, Jê re bikira mîl, melhem û serdermane... [1982 alakom_folklor] Ev stranan ji alîkî de nêzîkî stranên şînê dibin, her çiqas mirin û kuştin tune be jî, çawa tê xuyan şîn û girîk heye. [1983 alakom_folklor] Di rewşeke awa de qala memikan kirin, ez bawer dikim zêdetir bi daxwaza zû qencbûna birîndar ve girêdayî ye, keçîk dixwaze bi motîva memikan hêviya xelasbûnê li bal birîndar zêdetir bike, bîna wî fireh bigre, bo vê yekê jî diçe bal hekîmê filleh (Erakêl): [1984 alakom_folklor] Bavê Fexriya [1985 alakom_folklor] Bavê Fexriya qurba! [1986 alakom_folklor] Ji înê heta înê, Îro sê ro bavê Fexro birîndar e, Di nav nivînê, wey li minê! [1987 alakom_folklor] Ezê rabim daw û delingê xwe hilgêvim, Herim Hadhaka xopan, mala Erakêlê hekîm, Ezê bêjim: Erakêlo qurba! [1988 alakom_folklor] sîng û berê min keçikê, Bike melhema devê vê birînê... [1989 alakom_folklor] Di çend stranê mayî de jî, em rastî îfada wek »memik derman in« tên. [1990 alakom_folklor] Bi taybetî kesê ko ji dilketiya xwe dûr dikeve, diçe xerîbistanê, gelek caran bedhal dikeve, ker û gêj dibe. [1991 alakom_folklor] Keçik ji ber vî derdê dûrketinê, bi stranekê be jî, diçe hawariya wî, di ber dilê wî de tê, dixwaze timê bîna lawikê xwe fireh bigre: [1992 alakom_folklor] Lawiko [1993 alakom_folklor] Dilê min li ser dilê min re kale-kale, [1994 alakom_folklor] Îro cabek ji min re hatiye, dibê lawikê te, [1995 alakom_folklor] Li welatê xerîbiyê nexwaşe, pir bedhal e. [1996 alakom_folklor] Li welatê xerîbiyê ne balgî ye, ne doşek, ne perpale, [1997 alakom_folklor] Ezê îznê ji dê bavê xwe bixwazim, [1998 alakom_folklor] Herim welatê xerîb, xwe jê re bikim balgî, [1999 alakom_folklor] Sîngê xwe bikim perpale, [2000 alakom_folklor] Bila lawkê min bi kêf be, êdî menale... [2001 alakom_folklor] B. [2002 alakom_folklor] Wek Star: Memik him ji aliyê nermbûna xwe, him jî bi germbûna xwe ve wek stareke giranbiha hatiye hesibandin, wek koşk û serayê hatiye bi nav kirin. [2003 alakom_folklor] Angorî van stranan mirov tenê di nav sîng û beran de dikare bîna xwe derxe, an jî şevên zivistanê xwe di nav de germ bike: [2004 alakom_folklor] Xwezila şevekê ji şevên çilê kanûna zivistanê / di ber sîng û berê xelka têlî de bibûma mêvan... Ji aliyê din di çend stranan de memik wek balgî an jî wek mesken hatine bi nav kirin: [2005 alakom_folklor] Çavêd xwe jê re bikim saqî wextê şerab geranê, [2006 alakom_folklor] Sîngê xwe jê re bikim balgî wextê palvedanê... [2007 alakom_folklor] Di straneke mayî de jî keç sîngê xwe dike mesken wek cihekî starê: [2008 alakom_folklor] Sîngê mi ji te re baxçe ye, [2009 alakom_folklor] Gul û rihan têda ye, [2010 alakom_folklor] Meskenê min û te ye... [2011 alakom_folklor] Hembêzkirin ji aliyê jin û mêr de wek avahîke evînê hatiye dîtin, dema mêr dikeve nav sîng û beran, ev avahî hemû şana xwe di van stranan de nîşan dide: [2012 alakom_folklor] Heso [2013 alakom_folklor] Heso, îşev şev e, şev wê bi şilî ye, [2014 alakom_folklor] Guhêra hogiçê te av e, avherî ye, Were têkeve nav dest orxan-doşekê qastûkiye, Herge qîma te dest orxan-doşekê qastûkî nayê, Ber serê te cotê zer memika serî sorî, binî spî ye... [2015 alakom_folklor] C. [2016 alakom_folklor] Wek Ronahiyê: Di çend stranan de memik şemal didin, wek »şemala şevê« hatine dîtin, ronahî û tîrêjên li dorberê memikan peyda dibe, angorî baweriya dengbêj tariya şevê belav dike : [2017 alakom_folklor] Eyşê [2018 alakom_folklor] Eyşê qurba, dilê min qîz û bûkê van koçera, Sîng û berê Eyşa min usa ne, Nola hîverona van payîza ser bêdera... [2019 alakom_folklor] Gelo stranbêj çawa ev ronahî û şemala memikan kivş kiriye? [2020 alakom_folklor] Bi baweriya me, ev yeka bi avahiya memikan ve dikare bê şiro vekirin. [2021 alakom_folklor] Ji ber ko di şevên tarî de angorî beşên bedenê yên mayî memik baştir xwe nîşan didin (wek du çiyayên mezin) angorî beşên mayî, memik wek bilindcihekî çêtir xuya dibin an jî bi peyvên stranbêj »şemal didin« wek »hîveronê« ronahiyê dibarînin. [2022 alakom_folklor] D. [2023 alakom_folklor] Wek Mijûlî: Dema bîna lawik teng dibe, xew nakeve çav an jî li ser rê ye, diçe xerîbiyê an jî şevên dirêj dema wext derbas nabe, keç di gelek stranan de gazî lawikê xwe dike wekî bê têkeve nav sîng û beran, ji xwe re mijûl be, bi memikan şa be, pê bilîze. [2024 alakom_folklor] Bi kurtî memik wek serkanîke bînfirehiyê û çerezê şevbihuriyê di van stranan de derbas dibin: [2025 alakom_folklor] Şahîno [2026 alakom_folklor] Şahîno, dîno tu dîn î, tu ne mi distînî, ne direvînî, Nextikê mi giran e, tê ji kû bînî, Tu ji xwedê natirsî etfa zîvî li ser sîngê mi dihejînî, Sîngê mi baxçê gulan û sêvan e, dema bîna te teng bî, Werê demekê, da tu xemên dilê xwe jê birevînî... [2027 alakom_folklor] Du zerî [2028 alakom_folklor] Canê canê, [2029 alakom_folklor] Du zerî ber derîkê mala bavê min rêze, [2030 alakom_folklor] Xwîşka mezin ya piçûk re digot: [2031 alakom_folklor] »Îşev mêvanekî hatiye mala bavê min û te [2032 alakom_folklor] Rebenê pir ezîz e. [2033 alakom_folklor] Ezê nizanim jê re çi pêşkêş, çi layîqî, çi cayîz e, [2034 alakom_folklor] Ezê ji şevekê, nîvê şevanî, [2035 alakom_folklor] Pêda jê re teslîm bikim cotê zer memikan, [2036 alakom_folklor] Şevê çilan û kanûnan dûvedirêje, [2037 alakom_folklor] Rabe, rûnê û pê bilîze«. [2038 alakom_folklor] Ji aliyê din dema dilketiyê keçekê diçe xerîbiyê, leşkeriyê an jî welatên dûr, wê demê keç memikên xwe pêşkêşî bîntengan dike: [2039 alakom_folklor] Gondera reşê [2040 alakom_folklor] Wekî tê carekê mala bavê mi bivî mêvandarî, [2041 alakom_folklor] Ezê cihê te daynim yalê odê, [2042 alakom_folklor] Ezê cotê zer memika pêşkêşî nefsa canê tekim, [2043 alakom_folklor] Xwe re têr şabe, hetanî sibê... [2044 alakom_folklor] Stranbêj, memik carcar jî wek besteke gerê û seyranê hesibandiye, mirov dikare têda bîna xwe derxe, kêfa xwe binêre: Sîngê min ji xwe re bike baxe/ nav bigere tax bi taxe. [2045 alakom_folklor] Ji bo beden mest bibe, rehet bibe, memik wek besteke sportîf dikarin fonksîyoneke mayî jî bilîzin: ...Delalê dilê min hatibû min bibîne/ Xwe di nav bax û bostanê min de bive û bîne. [2046 alakom_folklor] Ev imkana peydabûna ger, seyran û sporê, bi baweriya me, ji hebûna zêdebûna memikan tê, dilketiyê mêrîn yek çep, yek rast lê dixe, mecbûre e xwe bigevizîne, dema dil bike herdu memikan, navmemikan, serê memikan binêre, ev yeka jî hereket dixwaze, pêwist e xwe bilivîne an jî memikan yek yek bileqîne. [2047 alakom_folklor] Dema dibêjin »memik derya xorta ne«, bingehê vê baweriyê, li ser vê rastiya jorîn ava dibe. [2048 alakom_folklor] Dema yek avjenî dike, nikare cihê xwe de bisekine, ew pêwist e xwe bilivîne. [2049 alakom_folklor] Stranbêj hemû ev rûçikên jîyînê û avahiya memikan daye li ber çavan, xwe gihandiye dinya fantaziyan. [2050 alakom_folklor] D. [2051 alakom_folklor] Wek Çerez: Di gelek stranan de memik wek xwarinên cida derbas dibin. [2052 alakom_folklor] Em ji van stranan fam dikin ko tam û xweşiya memikan li ser zarê dengbêj demeke dirêj maye, jê têr nebûye. [2053 alakom_folklor] Çawa emê paşê jî bibînin, di gelek stranan de memik wek fêkiyan hatine nav kirin. [2054 alakom_folklor] Ji der fêkiyan em rastî îfade û xwarinên mayî jî tên wek taştê, firavîn, şîv, paşîv, dimis, çerez, to, kebab, hingiv...Di stranekê de memik wek taştê û firavînê hatine dîtin: Ezê serê memikê xwe biçilpînim / ji kalan re bikim taştê, ji xortan re bikim firavînê... [2055 alakom_folklor] Motîva »mêrên ji heqê memikan dernakevin« [2056 alakom_folklor] Di çend stranên kurdî û şaxên wan de çawa em dibînin, jin ewqas ji zewaca xwe dilşa nînin, mêrên wan an jî dilketiyên wan: »mêrên ji heqê memikan dernakevin« tên bi nav kirin. [2057 alakom_folklor] Ev mêran ji aliyê jinan de carcar wek mêr nayên hesibandin, navên mayî li wan tên kirin, wek [2058 alakom_folklor] mêrên çeper, şindo, şindonek, kund, kundo, nemêr, şilek, mêrên kotî, melmelestî, serjinik, pintî, serhevde, mêrên kotî, dewar, mêrên şil û şêt, mirdar... Sedemên vê dilsariyê gelek in, wek bi darê zorê ve hatin revandin, zewaca bêdil, hewî anîn, çavderiya mêran, ji mêrtiyê ketin û gelek faktorên mayî... Di dawiyê de, ev sartiya malê di pêwendiyên cînsî de digihêje dereceke bilind. [2059 alakom_folklor] Êdî rehetî ji jinan re namîne: [2060 alakom_folklor] Yadê, navê min keçikê Besna Besnayê, [2061 alakom_folklor] Weyla min porsorê por belayê, [2062 alakom_folklor] Teniya Mûşê, heşa Helebê li xwe dayê, [2063 alakom_folklor] Bavê min xêrê bikî bi çavê serê xwe nebînî. [2064 alakom_folklor] Çawa nedame xortekî ji mala Hesen Axa apê Behrî, [2065 alakom_folklor] Simbilsorê ser xaniya, destmala dest lawika, [2066 alakom_folklor] Roja dawet û eyd û şahiya, [2067 alakom_folklor] Ez dame Brahîmê Temê, hirçê bûbilanî, [2068 alakom_folklor] Kerqolanê riya Nisêbînê, [2069 alakom_folklor] Heq ji sîng û berê min dernayê, [2070 alakom_folklor] Yadê rebenê, Besê rebenê. [2071 alakom_folklor] Jin, ji mêrên ko »şevê heta sibê pişta xwe didine jinan« hez nakin. [2072 alakom_folklor] Hemû ev yekan, ji jinan re dîtina imkana dilketiyên nû peyda dikin, wek çawa di stranekê de jî tê xuyan, jin gazî dilketiyê xwe yê nû dike: [2073 alakom_folklor] Were teresê kuçikê mêrê min bikuje... Di van stranan de çawa tê xuyan jin gelek xemgin û dilsar in: [2074 alakom_folklor] Deriyê mala bavê min yatamê bi toz û mij e, [2075 alakom_folklor] De rabe teresê kuçkê mêrê min bikuje, [2076 alakom_folklor] Tê devê xwe têxe xan û manê gerdenê, [2077 alakom_folklor] Cotê memika ji xwe re bimije. [2078 alakom_folklor] Xelîlê Qazî [2079 alakom_folklor] Ezê Diyarbekira şewitî ketim bi mişmişe, [2080 alakom_folklor] Toq û beniyê mi rebenê ser bejna zirav xuşexuşe, [2081 alakom_folklor] Bira bavê min xêrê bike, xêrê nebîne, [2082 alakom_folklor] Çawa ezê nedam Xelîlê Qazî, lawkê kurmanc, [2083 alakom_folklor] Ezê dam kum bi qulkî ji vanê bajariya, [2084 alakom_folklor] Ji êvarê heta sibê li ser sîngê min diponije. [2085 alakom_folklor] Çawa di van stranan de bi vekirî tê xuyan ko, jin ji mêrê xwe razî nîne. [2086 alakom_folklor] Di strana Xerabo ya ko di nav xetên wê de li dijî mêrê xirab protestoke gelek tûj heye, mirov dikare gelekî bi hêsanî vê nerazîbûnê bibîne. [2087 alakom_folklor] Ev strana ji devê jineke dil bi keser tê strandin, çawa em ji naveroka stranê têdigihên mêrê jinikê kesekî çavder e, jinxapînok e, di nav malan digere. [2088 alakom_folklor] Di stranê de motîva memikan gelek xurt e, jinik bi alîkariya vê motîvê qet nebe li şunda vegerîna mêrê xwe hêvî dike, gazin, lome, şîret di stranê de tevlihev dibin. [2089 alakom_folklor] Jinik bi vî tehrî hundirê xwe dirêje. [2090 alakom_folklor] Stran bi van xetan dest pê dike: Ruhê bizdonek bi sîngê gewir şa nabe... Ev îfada di nav salan de bûye gotineke pêşiya û di kurdî de cih girtiye. [2091 alakom_folklor] De Xerabo [2092 alakom_folklor] De Xerabo, de xerabo taximê sîng û berê mi kara xezala, [2093 alakom_folklor] Ji te re nola qesra Pîrota li Mêrdîna şewitî, nû camkirî, [2094 alakom_folklor] Na welle nola guşiyek tiriyê Çêlikê Eliyê Remo [2095 alakom_folklor] Di kan û mêwa xwe de nû kemilîn. [2096 alakom_folklor] ... [2097 alakom_folklor] Xerabo, mal şewitîyo, ez ji te re dibêm tu her şeva Xwedê [2098 alakom_folklor] Wer tewafa sîng û bera, ramûsanê cotê memikê mi kara xezalan. [2099 alakom_folklor] Ji te re nolî sênyek berdîrê yê ter e. [2100 alakom_folklor] Li Mêrge Mîra jorîn li Qeredaxa şewitî, tu bike parzûnan û torba, Tu biguvişe av jê here, bi kêrê qelem traşê du dîlim ke, Damarê geza û şekir ji nav here. [2101 alakom_folklor] De xerabo, ez ji te re dibêm tu her şeva Xwedê, Were li ser rûnê bixwe tev megere... [2102 alakom_folklor] Di çend stranan ji bo sîngtevtanek û destpaşilkekê qala parevekirin û nîvîkirina sîng û beran jî tê kirin: [2103 alakom_folklor] Kulmalê, bangê Elegezê Kulmalê, bangê Elegezê tê fîke-fîk e, De tu were telebextê min re, Fîno xar ke, qotikê serda sî ke. [2104 alakom_folklor] Agirê kulê beyta ocaxê bavê ketê, Were xal û xetê sîng û bera, Min û dewarê mêrê xwe nîvî ke. [2105 alakom_folklor] Di straneke mayî de jineke mêrkirî bahsa »kilîta cotê memikan« dike û kilîtê teslîmî dilketiyê nû dike: [2106 alakom_folklor] Sebrê [2107 alakom_folklor] Lo lo taxima sîng û berê min ji te re, Yek gul û yek sosin û yek çîçek e, Tu tevî sêsed sîwarê me Hesena lê peya be, Berxo tu guleka xirab neke. [2108 alakom_folklor] Kotî mîskînê mêrê min, fesad û dewûsê gunda xeberdar neke. [2109 alakom_folklor] Ezê kilîta cotê zermemika teslîmî te kim, tu li cêba xwe ke, Bîna te teng dibe, rebeno rojê carekê derî veke. [2110 alakom_folklor] Formên memikan [2111 alakom_folklor] Di stranên kurdî de dema dengbêj qala memikan kiriye gelek tiştên mayî anîne ber çavan, wekhebûna memikan û van tiştan li ser bingehên mantiqî ava kirine. [2112 alakom_folklor] Di nav van pîvanan de tehr, reng û prosesên gihiştina memikan cihekî fireh digrin. [2113 alakom_folklor] A. [2114 alakom_folklor] Tehrê Memikan: Dengbêj di gelek stranan de memik wek fêkiyan dîtiye û navê fêkiyan li memikan kiriye. [2115 alakom_folklor] Çima fêkî? [2116 alakom_folklor] Ez bawer dikim ji der guloverbûna memika û fêkiyan, zêdetir dengbêj ew tam û lezeta ko demekê di fêkiyan de tam kiriye, di memikan de ji nû ve kivş kiriye an jî dixwaze kivş bike. [2117 alakom_folklor] Ji ber vê yekê jî him guloverbûn û him jî tam û lezeta memik û fêkiyan di van stranan de ketine nav hev. [2118 alakom_folklor] Ew fêkiyên ko di stranên kurdî de wek memikan hatine pejirandin û nîşandin wek misal ev in: sêv, xurme, tirî, porteqal, hêjîr, guz, qawin, hinar, şememok...Peyva here zêdetir hatiye bi kar anîn, şemamok e: Memkê xezala malxirab sor bûne / mîna şemamokêt deşta Hesîna. [2119 alakom_folklor] Angorî beşên Kurdistanê yên cida, cihê belavbûna stranan, ev dorberan li ser zêdetir bikaranîna curê fêkiyan jî tesîr kiriye, wek misal di nav kurdên Sûriyê de, di nav stranekê de derbasbûna »porteqalê Yafayê« normal e, ji ber ko, nêzîkbûna van sînoran navdariya porteqalên vê navçê eşkere dike: [2120 alakom_folklor] Li ser zilfê danî, [2121 alakom_folklor] Xulamê cotê memikan, [2122 alakom_folklor] Porteqalê Yafayê, [2123 alakom_folklor] Devê dikana danî... [2124 alakom_folklor] Fêkiyên baştirîn li kîjan bajar, navçe an jî li kîjan herêmê digihêjin, stranbêj navê van cihan û memik gihandene hev, bi hevra bi kar anîne: [2125 alakom_folklor] Elê Meyrê [2126 alakom_folklor] Ezê sîng û berê Meyrema xwe dibêjim [2127 alakom_folklor] – Xurmek xurmê vê Bexdayê, Hêjîrek hêjîrê vê Şengalê, Tirîk tiriyê Bisindirê, Qawinek qawinê Diyarbekirê, Xort nizan be, xwe re bike çerezê şevbihêrê... [2128 alakom_folklor] Ji der tam û lezeta fêkiyan, ji aliyê din ew bîna xweş ya ko ji fêkiyan tê, vê carê dengbêj çawa kivş dike wekî ji memikan jî bîneke awa xweş tê. [2129 alakom_folklor] Di çend stranan de em rastî îfadeyên derbarê bîna memikan tên, wek misal: bîna memka em kotin, bîna memka em xwarin... Ji ber ko memik di bin kincan de zêde dimînin, ew xwey didin, wek hêkan disincirin, germ dibin, di çend stranan de vê carê em rastî îfade »hilma memikan« tên: hilma memka em xwarin. [2130 alakom_folklor] Dema ev bîn û hilma memikan tevlihev dibe dinya bûye ya dengbêj. [2131 alakom_folklor] Dengbêj memik ne tenê wek fêkiyan dîtiye, çawa di çend stranan de tê xuyan navê gelek tiştên mayî jî, li memikan kiriye. [2132 alakom_folklor] Dema memik û ev tişt dane ber hev, rûberî hev kirine, bêşik wekhevbûna van tiştan û memikan daye ber çavan, wek kanî, kulîlk, baxçe û bostan, zêr û zîv, maden, fincan... [2133 alakom_folklor] Çi ye nêzîkiya di navbera kanî û memikan? [2134 alakom_folklor] Ez bawer dikim bersîva vê pirsê diçe digihêje wekhevbûna şîr û avê, herduyan jî mirov vedixwe, dengbêj memik wek cot kanî dîtiye, kaniyên ko li şuna avê şîr jê dikişin. [2135 alakom_folklor] Ava van kaniyan agir û şewata di dilê stranbêj çiqas dide sekinandin? [2136 alakom_folklor] Bersîva vê pirsê jî dîsa di nav fonksîyonên memikan yên duwemîn de veşartiye: [2137 alakom_folklor] Hey lê, lê [2138 alakom_folklor] Hey lê, lê, hey qemerê! [2139 alakom_folklor] Gundê Dodo du gelî ne, [2140 alakom_folklor] Cotê zer memika cot kanî ne, [2141 alakom_folklor] Wey malîno, hûnê qet dey nakin, [2142 alakom_folklor] Ezê destê çav-birûyê beleka dimirim, [2143 alakom_folklor] Hûnê bawer nakin. [2144 alakom_folklor] Lê gewrê [2145 alakom_folklor] Min serê memika givaşt [2146 alakom_folklor] Sê fincan av ji hatin xwar, [2147 alakom_folklor] Min fincanek jê vexwar, [2148 alakom_folklor] Û ez bûme wek zîveal [2149 alakom_folklor] Ez bûme wek merekî teyar... [2150 alakom_folklor] Di çend stranan de memik wek fincanan bi taybetî wek fincanên ferfûrî hatine hesibandin. [2151 alakom_folklor] Ji alîkî de tehrê fincanan (giloverbûna wan, xweşikbûna wan), ji aliyê din fonksîyona (motîva vexwarinê) fincanan û memikan ji hev ne dûr in. [2152 alakom_folklor] Carcar em rastî îfadeyên »fincanên dest hakiman« û »fincanê dest axeleran« tên. [2153 alakom_folklor] Çawa di van stranan de jî tê xuyan, di salên kevn de fincanên hakim, axa û began giranbiha bûne. [2154 alakom_folklor] Bi saya vê giranbihabûnê stranbêj xwestiye hêjabûna, giranbihatiya memikên dilketiya xwe jî nîşan bide: [2155 alakom_folklor] Hesreta min [2156 alakom_folklor] Hesreta min ji mala bavê derket, [2157 alakom_folklor] Bi min re xeber nade [2158 alakom_folklor] Nizanim çira? [2159 alakom_folklor] Bejin zirav e mîna hal-halê nav geniman, [2160 alakom_folklor] Memik spî ne mînanî fincanê dest hakimam [2161 alakom_folklor] – Keçê, kulmalbavê, Te goştê min helandiye Bi waqî, bi derema Hestûyê min helandiye Kiriye şima... [2162 alakom_folklor] Stranbêj ji bo ko bedewî û xweşiya memikan bi tehrekî baştirîn bîne zimîn, hemû rê û imkanên hinerî ceribanidine. [2163 alakom_folklor] Carcar sîng wek baxçekî, di nav vî baxçeyî de memik jî wek »baqê gulan« bi nav kiriye. [2164 alakom_folklor] Di strana Eyşanê de awa tê gotin : [2165 alakom_folklor] Eyşanê [2166 alakom_folklor] Sîngê gewrê baxçe ye, Eyşanê, [2167 alakom_folklor] Baqê gula di nav da ye, Eyşanê... [2168 alakom_folklor] Mirov li vir baş têdigihê ko baqê gulan memik in, di çend stranê kurdî de carcar peyvên sîng û memik bi hevra tên bi kar anîn, di van stranan da sîng wek deşt, zozan, bostan û baxçekî fireh tê nexş kirin, memik jî di nav vî erdê fireh de cih digrin. [2169 alakom_folklor] Li vira êdî sîng li şuna memikan derbas nabin, ji ber ko qala memikan xwe tê kirin. [2170 alakom_folklor] Lê belê carina jî dema qala memikan nayê kirin, mirov vê çaxê têdigihê ko peyva sîng memikan îfade dike. [2171 alakom_folklor] B. [2172 alakom_folklor] Rengê Memikan: Di stranan de rengê memikan ji hev cida dibin. [2173 alakom_folklor] Ji aliyê din beşên memikan (serî, binî, xalên memikan) jî, bi rengên cida carina tên nîşan kirin. [2174 alakom_folklor] Di gelek stranan de memik wek berfa spî ne. [2175 alakom_folklor] Sedemên vê yekê angorî beşê bedenê yên mayî, memik zêde hatine parastin, rûyê rojê nedîtine, zêde spî mane. [2176 alakom_folklor] Her çiqas peyva gewr ne wek peyva spî be jî, li şuna peyva spî carcar em rastî peyva gewr jî tên. [2177 alakom_folklor] Zêtir di stranên kurdî de memik bi rengê zer hatine nîşandin. [2178 alakom_folklor] Dema memik digihêjin, vê carê em rastî peyva sor tênê: Memkê xezala malxirab sor bûne / mîna şememokêt deşta Hesina... Ev sorbûn ji alîkî de bona serê memikan derbas dibe. [2179 alakom_folklor] Dema memik digihêjin, xalên li dorberê serê memikan çawa tê zanîn reng diguhirînin: [2180 alakom_folklor] Eyşan [2181 alakom_folklor] Taximê sîng û berê Eyşana min gihiştine, [2182 alakom_folklor] Xalê sor û zer ketinê. [2183 alakom_folklor] Ji aliyê din, di çend stranan de stranbêj rengê serê memikan û binê memikan, koka wan ji hev cida kiriye, serî bi taybetî sor, binî û kok jî, bi taybetî bi rengê zer û spî ve boyax kiriye, ji tonên tarî berbê tonên vekirî çûye. [2184 alakom_folklor] Bi rastî jî, angorî bin û koka memikan, serê wan zêdetir bi tonên tarî ne, sor, qehweyî û qemer in. [2185 alakom_folklor] Stranbêj ji bo ko vê ferqa rengan zelaltir ji hev cida bike, çawa em dibînin ji xwe re motîva siyê peyda kiriye. [2186 alakom_folklor] Çawa tê zanîn cihê ko sî lê dikeve, angorî beşên mayî zêdetir di nav tariyê de dimîne, ev beşa jî serê memikan e: [2187 alakom_folklor] Kezîzerê kezîzer, [2188 alakom_folklor] Xulama memkê gulover, [2189 alakom_folklor] Serî sor e, binî zer, [2190 alakom_folklor] Mîna berfa newala, [2191 alakom_folklor] Siya dara tim li ser... [2192 alakom_folklor] Tiştekî mayî jî heye, dema di stranên kurdî de behsa tehr û rengê memikan tê kirin, memik û tiştên here giranbiha di nav hevda hatine honandin, wek zêr, zîv, maden, fincanê ferfûrî... [2193 alakom_folklor] Têlî [2194 alakom_folklor] Têlî heyran, li zozanê Serhedê dilê min bi xem e, bi birîn e, [2195 alakom_folklor] Îşev serê birînê min girtiye temam av û xune, Mala Têliyê çûye zozanê tevlê jorîne, Hespê min rewan bûye, şopa Têliyê digerîne, Ketim Pîro, Qendîl, Bîngolê, Sîpanê, Şerefdînê, Berbi Xelatê, Şuşanê,Tekmanê, hatim welatê jorîne, Mi xwe berda binya Kosedaxê, çend kon vegirtîne, Sê zerî min dî wê de serê kaniyê rûniştîne, Min go, gelî heval, ya mezin Têlî ye, Herdê din jê re xizmetçîne, Gişta go, derewa meke, çavê te çawa ji dûrve dibîne. [2196 alakom_folklor] Min go, nîşanê Têliya min bellî ne, Yeke esmer e xwîn şirîn e, Çavê reşe kil kirîne, Tiliyê wê armûrî ne, Çene top, poz bele tujîne, Lêv tenik kaxitîne, Ziman celxê qelemîne, Diranê hûre sedefîne, Gerdenê spîne cembelîne. [2197 alakom_folklor] Memikê Têliyê fincanê ferfûrîne, Serê memika temamê zîvê çarcarîne, Koka memika temam zêrê reşadîne, Têlî, vê sibengê ezê tiştekî bêjim, bila dilê te nemîne, Qedera ko berê ji bavan de hatiye nivîsandin torelîne, Çiqa zeriyên mîna Têlî hene, para mêrkê kotîne. [2198 alakom_folklor] Gihiştina memikan û serhildana wan [2199 alakom_folklor] Di stranên kurdî de memikên here baştirîn memikên ko bi hemdê xwe digihêjin, memikên ko zêde pê nehatine lîstin, memikên here ciwantir tên hesibandin. [2200 alakom_folklor] Memikên ko dest pê neketine di van stranan de memikên keçên çarde salî ne: »Xweziya min tê li wî xortî / di çarde saliya xwe de dest bavêje cotê zer memikan«. [2201 alakom_folklor] Memikên nûgihiştî, memikên keçên azep û xama angorî memikên jinên mêrkirî û pirzarok gelek hişk in û ji guloverbûna xwe tiştek zêde winda nekirine, timê gilok û gulover mane. [2202 alakom_folklor] Di çend stranan de ji bo ko vê hişkbûn û sertiya memikan bîne zimîn, stranbêj memik wek sêvan dîtine û peyva »ter« bi kar aniye. [2203 alakom_folklor] Çawa tê zanîn tiştên ter gelek hişk in, natewin, formê xwe bi carekê winda nakin, wek darên ter: [2204 alakom_folklor] Tu li kû da diçî yek seriya li min vegere, [2205 alakom_folklor] Ev herdu memikên min mîna sêvên payîzê, [2206 alakom_folklor] Serê dara bimîne hê ter e. [2207 alakom_folklor] Malê me danîne gundê vî quntarî, [2208 alakom_folklor] Xwazgînçî li mala bavê min rûniştî, [2209 alakom_folklor] Qelendê min digot, xelatê min dibirî, [2210 alakom_folklor] Xizêma pozê min mîna çerxa felekê li hev dizvirî. [2211 alakom_folklor] Lawikê min bona ramûsanekê, [2212 alakom_folklor] Hate ser sîngê zeriyê, şîr tune bû, dîsa para zivirî. [2213 alakom_folklor] Di xeta dawîn ya vê stranê de derbasbûna »şîr tune bû« bêguman tunebûna mercên hevdudîtinê an jî vê rewşa nebaş nîşan dide. [2214 alakom_folklor] Memikên ko di wextê xwe de digihêjin, di stranên kurdî de wek avahîkê, koşk û serake roj bi roj bilind dibe, hatine hesibandin, ifada »taximê memikan« piçekî jî, mirov dikare bibêje ko li ser vê saziyê hatiye afirandin: [2215 alakom_folklor] Xerabo [2216 alakom_folklor] Serê memikê min xatûnê, [2217 alakom_folklor] Mîna tiriyê Çêlikê Eliyê Remo [2218 alakom_folklor] Di çax û benga xwe de digihiya, [2219 alakom_folklor] Û di mêwa xwe de dikemilî, [2220 alakom_folklor] Mîna qesra Pîrota, [2221 alakom_folklor] Serê mihela Meşkîna, [2222 alakom_folklor] Li bajarê Mêrdînê avakirî. [2223 alakom_folklor] Mezinbûn û gihiştina memikan di stranên kurdî de wek »serhildana memikan« hatiye hesibandin. [2224 alakom_folklor] Memik, çawa tê zanîn di kontakt û nêzîkiya bedenî de tesîreke gelek zû nîşan didin, bi taybetî serê memikan gelek jîndar û nazezîn in: serê memikê te tûj in / weke serê derziya. [2225 alakom_folklor] Gulê Gulê [2226 alakom_folklor] Destê xwe kir paşilê, [2227 alakom_folklor] Çi paşilek xweydayî, [2228 alakom_folklor] Serê memikan hildaye, Memik para xorta ye... [2229 alakom_folklor] Ev serhildana memikan çawa em dibînin di çend stranên kurdî de, bi serê xwe wek bûyerekê hatiye hesibandin. [2230 alakom_folklor] Memik silavan didin, deng dikin û bû lez û bez reng diguhirînin, sor û zer dibin... [2231 alakom_folklor] Eman, eman dotmam [2232 alakom_folklor] Vî kerî pezê çendî va ye, Nêriyê nav de notla ga ye, Lawikê min qesta sîng berê min kiriye, Cotê memikan jê re silav daye. [2233 alakom_folklor] Dilber [2234 alakom_folklor] Cotê memikê mi keçikê, mîna du kewê gozel, Bi sariya sibehê re, Li paşilka mi keçikê dikin şêre-şêro. [2235 alakom_folklor] Memikên keçên nûgihiştî an jî memikên ko zêde nebûne »destmala dest xortan« çawa me li jorê jî gotibû hişk û gulover in, wek sêvan: Memikê dosta min sêvê sor in / Hêdî bidine ber wan gezane. [2236 alakom_folklor] Çawa tê zanîn tiştê hişk û sert tên gezkirinê, ji ber vê yekê jî dengbêj memik û sêv wek hev dîtiye, an jî tiştekî mayî aniye li ber çavên xwe: Sîngê vê teresbavê hişk bû / Mîna helawa Entabê / Bi çakûç û tevşoyê/ Destê neçaran û merengozan nedikşiya. [2237 alakom_folklor] Ji aliyê din dengbêj wek fêkiyê ko digihêje û ji çiqlê darê dikeve, dema gihiştina memikan jî tespît kiriye: [2238 alakom_folklor] Bedewê [2239 alakom_folklor] Girîdaxa ber bi dunê, Sûret sor bûne xal ketinê, Par vî çaxî memkê kewa min tune bû, Îsal vî çaxî hatine ber ketinê... [2240 alakom_folklor] Di hin stranan de wek kulîlk, gupikên daran çawa vedibin, memik jî wisan dipişkivin an jî dipeqin. [2241 alakom_folklor] Dema memik mezin dibin, ew dikarên angorî dengbêj kirasên keçan jî bidirînin: ...memkê te li du cî kiras didirî. [2242 alakom_folklor] Guhastina formê memikan [2243 alakom_folklor] Ew bedewî, guloverbûn, hişkbûn û rengîniya memikan çawa em dibînin di çend stranên de winda dibin. [2244 alakom_folklor] Di van stranan de em rastî peyvên mizdan, tevdan, gez kirin, givaştinê tên. [2245 alakom_folklor] Piraniya van stranan ji devê mêran derdikevin. [2246 alakom_folklor] Ev yeka jî nîşan dide, mêr li dijî guhirîna formê memikan nerazîbûna xwe li hemberî jinê nîşan dide: Memkê vê tolbavê sistbûne ji mizdanê. [2247 alakom_folklor] An jî çawa di straneke mayî de tê xuyan vê carê mêr ji zêde tevdana memikan gazinê xwe dike: Ezê orta sîng û berê kawa xwe dinêrim / Gişte xirte-xale bi nîşana tevdanê. [2248 alakom_folklor] Carcar jî çawa em dibînin ji ber çend sedeman wek ji hev dûr ketin û dilsariyê memikên jinê »bê tîmar« dimînin: [2249 alakom_folklor] Sêmalo gundo [2250 alakom_folklor] Ez çûme derê çeman, çemê sar in, [2251 alakom_folklor] Zozanê bavê te bilind in, [2252 alakom_folklor] Berf û baran lê dibarin. [2253 alakom_folklor] Îsal sala hefta ye, [2254 alakom_folklor] Berî lawkê min ketiye, [2255 alakom_folklor] Welatê xerîb û xurbetê, [2256 alakom_folklor] Sîng û berê min fadilê! [2257 alakom_folklor] Bê mihas û bê timar in. [2258 alakom_folklor] Yar, yar, yar xopano gundo!... [2259 alakom_folklor] Ji ber tevdan, mizdan û gezan an jî sedemên mayî çawa tê xuyan di van stranan de memik êdî wek memikên kevnejinan ji hev çûne, wek goştê kelax in, çilmisîne û vê rewşê bala dengbêj gelek kişandiye. [2260 alakom_folklor] Dizên memikan û micizeya vebûna bişkokan [2261 alakom_folklor] Di nav stranên ko li ser memikan de hatine gotinê, peyva ko zêdetir li bala mirovan dikşîne, bêguman peyva bişkok e. [2262 alakom_folklor] Çi pêwendiyên memik û pişkokan hene? [2263 alakom_folklor] Di serdemên kevn de jinên kurd memikên xwe bi pêsîrdank (berpêsîr, çiçikbend) ne diparastin, tenê memikên xwe di bin kincên bişkokkirî de vedişartin, lê belê dîsa jî rîskê xuyabûna memikan hertim zêdetir bû. [2264 alakom_folklor] Ji ber van sedaman di gelek stranan de motîva bişkokan wek motîveke şer û dew derbas dibe. [2265 alakom_folklor] Ji aliyê mêran de kêmbûn an jî tunebûna bişkokan şahîke here mezin! [2266 alakom_folklor] hatiye hesibîn. [2267 alakom_folklor] Di stranan de em rastî vekirina bişkokan (bi destê mêran) nayên. [2268 alakom_folklor] Ev yeka jî nîşan dide ko tenê îrada mêran roleke ewqas mezin nalîze. [2269 alakom_folklor] Daxwaza jinê zêdetir giringtir e. [2270 alakom_folklor] Ji ber hevdu famkirin û hevdu hizkirinê çawa em dibînin pişkokên pêsîran carina bi xwe jî vedibin! [2271 alakom_folklor] Dema bişkok vedibin, memik bi xwe difirin derva. [2272 alakom_folklor] Di bin vebûna van bişkokan de bêguman daxwaz û evîna jinê roleke mezin dilîze. [2273 alakom_folklor] Ji ber vê yekê jî dizên memikan hertim nagihêjin armanc û xwaziyên xwe. [2274 alakom_folklor] Jina kurd hebûna memikên xwe angorî memikên mêran (yên korbûyî, şundamayî) hertim wek serdestîke mezin dîtiye. [2275 alakom_folklor] Bo vê yekê jî parastina memikên xwe û pirsa pêşkêşkirina wan, di van stranên lîrîkî de cihekî fireh digre. [2276 alakom_folklor] Angorî daxwazî an jî bêdiliya jinê demên vebûn / pevxistina bişkokan ji hev cida dibin. [2277 alakom_folklor] Biryar dîsa di destê jinan de ye. [2278 alakom_folklor] Ji ber vê yekê jî dizê memikan hertim bi hêsanî nagihêjin armancên xwe: Ezê dikim herim diziya cotê zer memikan / Destê min kete moriyê lingan. [2279 alakom_folklor] Dizên memikan her rê û imkanan diceribînin wekî xwe bigihînin cotê memikan : [2280 alakom_folklor] Ay ay li min, kubarê dinê! [2281 alakom_folklor] Derê Meşkîna xopan bi şewitî, ne tu der e, [2282 alakom_folklor] Pozê kela Mêrdînê bişewitî, tim rasere. [2283 alakom_folklor] Xweziya ez bibûma zêrekî mehmûdî, [2284 alakom_folklor] Ji xanboxaza qirikê xwe berda, [2285 alakom_folklor] Nava cotê sîng û bera! [2286 alakom_folklor] Sîng û berê xelka têlî kaleboze spî ne, [2287 alakom_folklor] Mîna baxçekê Siltan Evdilhemîd, [2288 alakom_folklor] Bi şev û rojê qereqol û newbet tim li ber tê! [2289 alakom_folklor] De ay ax li min, of of li min! [2290 alakom_folklor] De ax ax li min, tengezar im Xwedêwo. [2291 alakom_folklor] Lê dema jinekê dil kir, wê çaxê bişkok êdî xwe vedibin. [2292 alakom_folklor] Çima xwe vedibin? [2293 alakom_folklor] Ji naveroka stranan em fam dikin ko, êdî her tişt bi hemdî xwe, bi qamê xwe dimeşe, du dil bûne yek. [2294 alakom_folklor] Dema du kesan hev hez kir, bêguman bişkok êdî xwe vedibin, kes pişkokan venake. [2295 alakom_folklor] Di van stranan de bişkok ya diqetin, ya difilitin..! Avahiya lêkeran (verb) timê pasîf in. [2296 alakom_folklor] Ev hilbijartina gramatîkî, ji alîkî de rola zorê ji ortê radike. [2297 alakom_folklor] Çawa di stranekê de tê diyar kirin êdî »sî û şeşbişkokên zîvîn« hatine vekirinê, kê vekirine? [2298 alakom_folklor] Ev yek nayê zanîn, wek micizekê evînê tê xuyan: [2299 alakom_folklor] Delalo, mi bêrî kir, te bêrî kir, [2300 alakom_folklor] Riya Mendara şewitî li newalê me li hev hêvî kir [2301 alakom_folklor] Bişkokê mi rebenê xwedê filitî, sînga gewr spî kir. [2302 alakom_folklor] ... [2303 alakom_folklor] Vî zinarî li me sî kir [2304 alakom_folklor] Bişkok qetiya, sîng spî kir, [2305 alakom_folklor] Emrê minî sed salî hebû, [2306 alakom_folklor] Minê te re tev nîvî kir. [2307 alakom_folklor] Di stranên Zerî domamê û Merdînê de çawa em dibînin di navbera lawik û keçikekê de li ser memikan tê deng dikin, şer û dewek heye, dîtinên cida davêjin ber hev. [2308 alakom_folklor] Angorî naveroka van strananên dirêj, misal wek strana Zerî domamê, dema keç pey miyên xwe diçe, erdê dikeve »sêsed û şêst şeş bişkokên« keçikê diqetin, lawik wê çaxê memikên keçikê dibîne. [2309 alakom_folklor] Lê belê cara pêşîn keçik van bawerî û dîtinên lawik qebûl nake, xwe li dijî van »îftîran« û »bêbextiyan« diparêze û ji lawik dipirse: [2310 alakom_folklor] Zerî domamê [2311 alakom_folklor] Kuro kulmalo, ya bêbextî serda hato, Te wextê serê zer memikê dîne, Nav û nîşanê wan çiye, çi nîne ? [2312 alakom_folklor] ... [2313 alakom_folklor] Kuro kulmalo, te wexta çifte zer memikê mine zer dîbûn şede, şudê te kî, kî bûn ? [2314 alakom_folklor] Paşê di navbera keç û xort de ev diyaloga jêrîn derbas dibe. [2315 alakom_folklor] Keçik di dawiyê de têdighê ko bi rastî lawik memikê wê dîtine, kesekî nas e: [2316 alakom_folklor] Keçê, kulmalê, wextê min çifte zer memikê te zer dîbûn, [2317 alakom_folklor] Neh hebe li wêderê hezire sekinîbûn: [2318 alakom_folklor] Sê heve Celalî bûn, [2319 alakom_folklor] Sê heve Rojikî bûn, [2320 alakom_folklor] Sisêye Sîpikî bûn. [2321 alakom_folklor] Kuro, kulmalo, hersêkê Celalî qaçaxê çiya bûn, Hersêkê Rojkiye vireke derewîn bûn, Hersêke Sîpikî razgone, cînarê mala bavê min bûn, Usa ne te çifte zer memikê mine zer dîne... [2322 alakom_folklor] Him di strana Zerî domamê de, him jî di strana Merdînê de çawa tê xuyan bi rastî lawikan memikên van keçikan dîtine. [2323 alakom_folklor] Ji ber vê yekê jî keçik cotê zer memikan xwe pêşkêşî »helaliyê canê xwe« dike. [2324 alakom_folklor] Çawa di straneke mayî de jî tê xuyan, hertim kilît di destê jinê da ye: Heger tu pirsa kilîta cihê memikan dikî / qifil û mifte destê min e. [2325 alakom_folklor] Di gelek stranan de berî ko bişkok vebin, cara pêşîn dest li ser morî û zêrên li sto û gerdenê tên û diçin. [2326 alakom_folklor] Her çiqas fonksîyona morî û mircan û zêran cida be jî, di her sîngtevdanekê de ew tên qetandin. [2327 alakom_folklor] Di stranên kurdî yên evînê de morî û mircan, zêr û zîvên gerdenê û bişkok wek motîv, bedewîke mezin pêk tînin, xemleke bêhempa didin van stranan. [2328 alakom_folklor] Dema jinek dil nake yek dest bavêje cotê memikan êdî derge tên girtin. [2329 alakom_folklor] Jina kurd di vî warî de gelek serhişk e, gavekê paş da navêje. [2330 alakom_folklor] Dema Zîn ji ser Memê re tu kesekî nahebîne, heft dergê mala bavê wê yên pola timê girtî dimînin: [2331 alakom_folklor] Memê û Zînê [2332 alakom_folklor] Zînê got: [2333 alakom_folklor] Heft dergê mala bavê min, heft jî pola ne, Temam qerebaşî pelewan e, Heqê bavê kê heye, Vê êvarê devê xwe bigihîne xala sîng û berane... [2334 alakom_folklor] Hertim ne tenê mêr li pey jinan in, carina jî jin pey mêran in, qayde û qanûnan davêjin alîkî. [2335 alakom_folklor] Angorî erf û edetên kurdan ev jinan, xortxapînok in. [2336 alakom_folklor] Gelek caran ev jinan wek »jinên nav malan« tên bi nav kirin. [2337 alakom_folklor] Di destana Zembîlfiroş de, dema Xatûn dil dike wekî Zembîlfiroş bibe dostê wê, Zembîlfiroş vê yekê naxwaze. [2338 alakom_folklor] Lê dîsa jî ev xatûna dewlemend, xortxapînok û provakatîf sîng û berê xwe vedike, dixwaze wî ji rê derxe: ... Derî dadaye / Ser sîng û berê xwe vedeya. [2339 alakom_folklor] Dema jinek sîng û berê xwe yekten, nêşkêva li pêşberî mêrekî veke, bêguman ev tabloya nûpêkhatî dikare hiş û mêjûyê stranbêj tevlîhev bike, çokên stranbêj bilerzîne, wan welat welat bigerîne: [2340 alakom_folklor] Sînem delalê çaxê min û te, [2341 alakom_folklor] Li çemê mîra li hev seyran kir, [2342 alakom_folklor] Min serê xwe danî bû li ser çoka, [2343 alakom_folklor] Jêlil temaşeyî xalan û biskan kir. [2344 alakom_folklor] Dema çavê min li sîng û berê Sînema min diketin, [2345 alakom_folklor] Misir, Beyrût û Şamê tê ra xuya kir. [2346 alakom_folklor] Cenga li ser memikan [2347 alakom_folklor] Di çend stranan de jina kurd zêdebûna hejmarên dilketiyan wek telukeke li dijî memikên xwe dîtiye û li dijî van êrîşan parastina memikên xwe di hin stranan de dike pirseke sereke. [2348 alakom_folklor] Li ser memikan cengê mêran, wek êrîşên polîtîk bi nav kiriye, carcar jî rewşa Kurdistanê û ev êrîşên li dijî memikan rûberî hev kiriye. [2349 alakom_folklor] Cengê li ser Kurdistanê wek cengê li ser memikên xwe dîtiye. [2350 alakom_folklor] Ev motîvên polîtîk û evînê di van stranan de ketine zikê hev: [2351 alakom_folklor] Bejna min [2352 alakom_folklor] Bejna min, nazik e, ta rihana şeng e, [2353 alakom_folklor] Sûretê min usa ne, notla hermûşê peng e, [2354 alakom_folklor] Sîng û berê min usa nin, [2355 alakom_folklor] Notla text û payê Kurdistanê, [2356 alakom_folklor] Îsal heft sal e, danzdeh qirala li ser qal û ceng e. [2357 alakom_folklor] Di straneke mayî de, dema li ser memikan tê sekinîn, em rastî îfadeke wek vê îfadê tên: ...na welleh nola Siltan Reşîd, şert û qayîşê heft duwelê ecnebî li ser e... Di van stranan de derbasbûna van îfadeyên polîtîk û dîrokî rengekî gelek hinerî tevî van stranan dike. [2358 alakom_folklor] Ji alîkî de jî, jinê him hebûna xwe ya jinîn û him jî telukeyên li dijî hebûna welatê xwe xwastiye bîne zimîn. [2359 alakom_folklor] Di straneke mayî de, stranbêja jinîn hêjabûna memikên xwe wek »paytextê mîrê Kurdistanê« dibîne: [2360 alakom_folklor] Derdo [2361 alakom_folklor] Kuro mi j’te re ne go, [2362 alakom_folklor] Zimanê te qelem e, sîngê mi defter e, [2363 alakom_folklor] Serê sibehê, mînakî melayê diwanzde elîm, [2364 alakom_folklor] Tu dixwînî li ezbere. [2365 alakom_folklor] Sîng û berê mi etîma Xwedê, [2366 alakom_folklor] Mînanî paytextê Kurdistanê, [2367 alakom_folklor] Salê diwanzde meh, [2368 alakom_folklor] Şer û qewxeyê diwanzde, [2369 alakom_folklor] Dewletê ecnebî, daîm li ser. [2370 alakom_folklor] Çend motîfên dînî û memik [2371 alakom_folklor] Ji der motîvên polîtîk, di çend stranan de hin motîvên dînî (olî) jî, bi tema memikan ve tevayî derbas dibin. [2372 alakom_folklor] Jina kurd di van stranan de zêdetir pesnê memikên xwe dide, bi alîkariya îfadeyên dînî »edebiyateke memikan« diafrîne. [2373 alakom_folklor] Di van stranan de wek misal em rastî îfadeyên fitir, zekat, melek, xwedê, rojî, paşîv, hec, teberik, şêx û mele tên. [2374 alakom_folklor] Ji ber ko di nav her civatekê de bîr û bawerî, motîv û nexşên olperestî (dînî) timê bi rûmet bûne, stranbêj xwastiye ji vê rûmetê behrekê girê bide, jê îstîfade bike. [2375 alakom_folklor] Lê belê çawa em dibînin, stranbêj hêjabûn û giranbihabûna memikan li ser van xemlên olperestî re girtiye, cihekî hin jî rûmettir daye memikan. [2376 alakom_folklor] Di van stranan de memik bûne zêr û zîv, maden û wek bihuşteke derewîn, rengîn û şengeşox: [2377 alakom_folklor] Wele sîng û berê min evdala xwedê, [2378 alakom_folklor] Mînanî baxçekî Zinara Mêrdînê, [2379 alakom_folklor] Serê salê sê cara zekatê mala Xwedê lê dikeve, lo!... [2380 alakom_folklor] Di straneke mayî de ya ko evîna li ser keçeke tirk têda derbas dibe, memik wek fitara êvarê hatiye bi nav kirin: [2381 alakom_folklor] Keçêdînê [2382 alakom_folklor] Lê gewrê, lê xezalê, [2383 alakom_folklor] Kanî rinda nav malê, [2384 alakom_folklor] Weyla mi memik xwarê, [2385 alakom_folklor] Memik fitara êvarê. [2386 alakom_folklor] Keçê dînê tu zanî, [2387 alakom_folklor] Te ez kuştim, te ez helandim, [2388 alakom_folklor] Tu b’kurmancî nizanî, [2389 alakom_folklor] Asker oldum peyade, [2390 alakom_folklor] Te’lîm bilmem ne çare... [2391 alakom_folklor] Di strana din de jî, çawa em dibînin vê carê li ser memikê Eyşê »cotek melek« dixwînin. [2392 alakom_folklor] Dema memik tên xuyanê micizeyên nedîtî, bûyerên nehêvîkirî dikarin peyda bibin, wek »Eger vekim bişkokê sîng û berokê memikane / Heciyê vegerin ji riya Mekane«, »Eger hûn bişkokêd sîng û berokan vekin/ Wê miriyên gora zêndî bikin«. [2393 alakom_folklor] Dema memik vedibin, stranbêj ji Xwedê re hurmetan dişîne û şikiran dike: »Sîng û berê wê gulbarane/ Ezê bîhn kim, ji xuda bikim şikirane.« Di straneke mayî de, motîvên olperestî û tema memikan bi temamî ketine zikê hev: [2394 alakom_folklor] Were mala bavê min derî veke, bê bismila, [2395 alakom_folklor] Gava tu ketî cem min, te lihêf bilind kir, [2396 alakom_folklor] Bê yarebî, sed maşalla, [2397 alakom_folklor] De gava devê xwe avêt xebxeba çînaxî, qirika minî poşnaqî, [2398 alakom_folklor] Te devê xwe qirika min deranî, bê yarebbî, hemdulla, [2399 alakom_folklor] Sîng û berê min te re bozî-beyazî, [2400 alakom_folklor] Mîna beyaz kaxita destê xoce û mella. [2401 alakom_folklor] Çawa di straneke mayî de jî em dibînin, vê carê cotê memikan ji bo xêr û xweşiyê bîne, bona dergekî xêrê li pêşiya xêrxwazan veke, wek teberik tê pêşkêşkirin: [2402 alakom_folklor] De gidyano [2403 alakom_folklor] De gidyano! [2404 alakom_folklor] De gidyano! [2405 alakom_folklor] Navbeyna min û bejna zirav bi dîwar e, [2406 alakom_folklor] Alî kils, yek nikar e. [2407 alakom_folklor] Cotê memkê min xanim xatûnê, [2408 alakom_folklor] Yek sêv, yek porteqal e. [2409 alakom_folklor] Keçikê gazî dikir digo: Lo...lo lawiko, [2410 alakom_folklor] şevkê ji nîvbenda şeva û pê ve, [2411 alakom_folklor] Were tewafa sîng û berê min keçikê, [2412 alakom_folklor] Ji te re xweştir e, [2413 alakom_folklor] Ji teberika mala şêxê Kal e. [2414 alakom_folklor] Ji girêdana piştê ber jor de, [2415 alakom_folklor] Tu çi dixwazî ez minêkarim, [2416 alakom_folklor] Ji girêdana piştê û ber jêr de, [2417 alakom_folklor] Ez mirîda şêxê Kal im, [2418 alakom_folklor] Çi bixwazî ez nikarim. [2419 alakom_folklor] Di dawiya vê stranê de, tiştekî gelek balkêj jî, keçik bedana xwe ji piştê (navê) ve dike du beşa: beşa jor, beşa jêr. [2420 alakom_folklor] Di navbera herdu beşan de besa girêdanekê jî dike, beşa jor sîng û ber tev de pêşkêşî lawikê xwe dike, beşa jêr bi tehrekî gelek nazik perde dike. [2421 alakom_folklor] Ev yeka jî nîşan dide ko, di stranên kurdî de navça here erotîk memik in, ji navê berbi jor. [2422 alakom_folklor] Motîvên li ser beşên bedenê yên mayî (ji navê berbi jêr) wek navçên erotîk ewqas balkêş nînin. [2423 alakom_folklor] Peydabûna temaya »jinên memikfiroş« [2424 alakom_folklor] Tema »Jinên memikfiroş« zêdetir di nav stranên ko ji devê mêran derketî, cih digre. [2425 alakom_folklor] Mêrên ko evîndar bûne, hertim çawa di van stranan de tê xuyan, negihiştine daxwazên xwe, hêviyên wan nehatine cih. [2426 alakom_folklor] Ji ber vê yekê jî, van mêran di hembêza xem û xeyalan de ji xwe re imkan û mecalên nû peyda kirine, wan di zerya xewnerojan de bi tehrekî hinerî avjenî kirine, çûne û hatine, bona ko ji xwe re cote memik dest bixin. [2427 alakom_folklor] Em di çend stranan de rastî peyvên dikan, suk û bazar, mişterî, kirîn û firotin... tên. [2428 alakom_folklor] Ji ber çend dijwarî, bêgavî û bêmecaliyên jîyînê, stranbêj xwe avîtiye ber bextê xem û xeyalan. [2429 alakom_folklor] Di van stranan de keç hertim di rola memikfiroşek, xort jî di rola mişterîkî de ye: [2430 alakom_folklor] Helîmcanê [2431 alakom_folklor] De bi can be, Helîmcanê, [2432 alakom_folklor] Ê lê Helîmcanê, [2433 alakom_folklor] Heyran ez ne tî me, [2434 alakom_folklor] Û ez ne birçî me. [2435 alakom_folklor] Ez li ber sîhka Bitlîsa xopan rûniştîme. [2436 alakom_folklor] Ê lê Helîmcanê, [2437 alakom_folklor] Heke tu avkişênî, ez gelek tî me, [2438 alakom_folklor] Heke tu nanpêj î, ez gelek birçî me, [2439 alakom_folklor] Heke tu sîngfiroşî, ez mişterî me, [2440 alakom_folklor] Heke tu nafroşî, [2441 alakom_folklor] Roj hizura heq, [2442 alakom_folklor] Ezê li ser pela selatê, [2443 alakom_folklor] Destê min û dewa te [2444 alakom_folklor] Ezê li Helîmcana xwe de’weçî me... [2445 alakom_folklor] Di van stranan de derbasbûna peyvên sîngfiroş û mişterî, ji alîkî de evîndariya mêr çiqas bi şewat e, gelek baş eşkere dike. [2446 alakom_folklor] Bêguman ev peyvan ji kirîna memikan zêdetir, destxistina memikan îfade dikin. [2447 alakom_folklor] Bi gotineke mayî hêviyên hevdudîtinê, evînê eşkere dikin. [2448 alakom_folklor] Li vir mirov nikare pêwendiyên ekonomîk û bazirganî bîne bîra xwe, wek misal: – kawa min meşiya dikanê / memik birin firotinê. [2449 alakom_folklor] Di vê stranê de tiştê ko mirov jê derdixe ne kirîn û firotina memikan e, mebest hêviya destxistina memikan e, ev yeka tenê di nav sînorê daxwazekê de dimîne. [2450 alakom_folklor] Çawa me berê jî gotibû, dengbêj di navbera fêkî û êmîş û memikan de tu cidadîk nedîtiye, wek »paşil tijî êmîş e«. [2451 alakom_folklor] Li vir peyva êmîş li şuna memik hatiye bi kar anîn, ciyê ko fêkî û êmîş li tê kirîn û firotinê. [2452 alakom_folklor] Angorî dengbêjê mêrîn û fantaziyên wî, li wir mirov dikare memikan jî, ji xwe re peyda bike. [2453 alakom_folklor] Ji ber vê yekê jî pey riya sûkê (pazarê) ketiye û ji keçikê pirs kiriye: Zer memika nafroşî? [2454 alakom_folklor] Ji bo kirîna memikan çi ji destê mêr tê dide, yek û du nabêje, timatî û çikûsiyê davê alîkî: [2455 alakom_folklor] Seyran [2456 alakom_folklor] Seyranê, min xulama te li wî devî, [2457 alakom_folklor] Gundo, lo malîno, ezê bextê we ketime, [2458 alakom_folklor] Gazin-loma ji min nekin, [2459 alakom_folklor] Ezê terka çav-birûyê Seyrana Mele Mûsa nakim. [2460 alakom_folklor] Hetanî serê Qereşdaxa xopan, [2461 alakom_folklor] Ranebe mêrg û zevî. [2462 alakom_folklor] Seyranê minê sond xariye [2463 alakom_folklor] Gere sûretê te sor bidim ber vî devî. [2464 alakom_folklor] Seyranê, min xulamê te wî devî, xeberdanê, [2465 alakom_folklor] Gundo, lo malîno, ezê bextê we ketime, [2466 alakom_folklor] Hûnê gazin-loma min nekin, [2467 alakom_folklor] Memikê Seyrana min wisan in: [2468 alakom_folklor] Serî sor in kokê wan spî ne, [2469 alakom_folklor] Notilî sêvêd Xelatî ne, [2470 alakom_folklor] Notilî xurmê Herebî ne, [2471 alakom_folklor] Na wele, notilî tiriyê Rewanê sincirîne, [2472 alakom_folklor] Wê anîne hefa mala firotinê, [2473 alakom_folklor] Herke xelqê rabe bide mal-halê dinê, [2474 alakom_folklor] Ez sêfîlê xadê rabim bidim, [2475 alakom_folklor] Herçar mîngê xwe tên ber dotinê, [2476 alakom_folklor] De bavê, Seyran xeyidiye bi min re nayê... [2477 alakom_folklor] Gelek caran memik di stranan de wek sêvên firotinê hatine nîşandan. [2478 alakom_folklor] Çawa me li jor jî gotibû, ji aliyê tehr, tam û lezet û hişkiya xwe ve, dirûvê memikan angorî dengbêj gelek li sêvan ketiye, wek hev hatine hesibîn. [2479 alakom_folklor] Ew bedhalê ko cotê memikan wek derman dîtiye, çawa di stranekê tê xuyan, dîsa riya dikanê digere: ....Memik sêv e li dikanê. [2480 alakom_folklor] Bi kurtî mirov dikare bibêje ko di hemû van stranan de ev motîvên li dora tema memikan berev dibin, nîşan didin ko, memik bi salan wek nîşaneke mezin ya şaxsiyeta jinan hatiye pejirandin. [2481 alakom_folklor] Bi kêmanî materiyalên folklorîk vê rastiyê ji me re pêşkêş dikin. [2482 alakom_folklor] Ji aliyê din li ser jîyîna seksuel ya jinên kurd, di paşerojê de, ev stranan wek referans dikarin gelek zaniyariyên kêrhatî raberî me bikin.